Di destpêkê de Xwedê erd û ezman afirandin.
Erd vikîvala û bêşikil dibû, tariyê kûrahî radipêça. Ruhê Xwedê li ser rûyê avê digeriya.
Xwedê got: “Bila ronahî çêbe.” Ronahî çêbû.
Xwedê dît ku ronahî qenc e û wî ronahî ji tariyê veqetand.
Xwedê navê ronahiyê “Roj” û navê tariyê “Şev” danî. Bû êvar û sibe, ev roja pêşî bû.
Xwedê got: “Bila di nava avê de qûbeyek çêbe ku avê ji hev veqetîne.”
Xwedê qûbeyek çêkir û ava bin qûbeyê, ji ava li serê wê veqetand. Wisa jî bû.
Xwedê navê qûbeyê “Ezman” danî. Bû êvar û sibe, ev roja diduyan bû.
Xwedê got: “Bila ava di bin ezmên de li derekê bicive û bejahî bê dîtin.” Wisa jî bû.
Xwedê navê bejahiyê “Erd” û navê ava civiyayî “Derya” danî. Xwedê dît ku ev qenc e.
Xwedê got: “Bila li erdê giya û şînahiyên bi dar û ber çêbin û li gorî cureyên xwe ber û fêkî bidin.” Wisa jî bû.
Erdê, giya û şînahiyên li gorî cureyên xwe ber didin û darên wiha gihandin ku berê wan di fêkiyê wan de ne. Xwedê dît ku ev qenc e.
Bû êvar û sibe, ev roja sisêyan bû.
Xwedê got: “Bila di qûbeya ezmên de ronahî çêbin ku roj û şevê ji hev veqetînin û ji roj, demsal û salan re bibin nîşan.
Bila ev di qûbeya ezmên de bibin ronahî ku ronahiyê bidin erdê.” Wisa jî bû.
Xwedê du ronahiyên mezin çêkirin: Ya mezin ji bo ku serweriyê li rojê bike, ya biçûk jî, ji bo ku serweriyê li şevê bike. Wî stêr jî çêkirin.
Xwedê ew di qûbeya ezmên de bi cih kirin ku ew ronahiyê bidin erdê,
serweriyê li şev û rojê bikin û ronahî û tariyê ji hev veqetînin. Xwedê dît ku ev qenc e.
Bû êvar û sibe, ev roja çaran bû.
Xwedê got: “Bila av kerî bi kerî bi afirîdên jîndar tije be û bila li ser erdê, li qûbeya ezmên teyr bifirin.”
Xwedê cinawirên deryayê yên mezin, hemû keriyên jîndar ên di avê de tevdigerin û teyrên ku difirin li gorî cureyên wan afirandin. Xwedê dît ku ev qenc e.
Xwedê ew pîroz û bereket kirin û got: “Zêde û berdar bin, ava deryayan dagirin. Bila teyr li erdê zêde bin.”
Bû êvar û sibe, ev roja pêncan bû.
Xwedê got: “Bila erd li gorî cureyên wan afirîdên jîndar, heywanên kedî, afirîdên bi erdê ve dişêlin û heywanên kovî derîne.” Wisa jî bû.
Xwedê li gorî cureyên wan heywanên kovî, kedî û hemû afirîdên ku bi erdê ve dişêlin afirandin. Xwedê dît ku ev qenc e.
Xwedê got: “Em mirovan di sûretê xwe de çêkin ku bişibin me. Bila ew bibin serwerên masiyên avê, teyrên ezmanan, heywanên kedî, hemû afirîdên bi erdê ve dişêlin û seranserê dinyayê.”
Xwedê mirov di sûretê xwe de, di sûretê Xwedê de afirandin. Wî ew bi awayê nêr û mê afirandin.
Xwedê ew pîroz û bereket kirin û ji wan re got: “Zêde û berdar bin, erdê dagirin û bixin bin serweriya xwe. Bibin serwerên masiyên deryayan, teyrên ezmanan û hemû afirîdên dişêlin.”
Piştre Xwedê got: “Ez hemû giya û şînahiyên li ser tevahiya rûyê erdê ên ku tov didin û hemû darên ku tovê wê di fêkiyê wê de ye, didim we. Wê ev ji we re bibin xwarin.
Ji her tiştê ku hilma jiyanê pê re ye; hemû heywanên kovî, teyrên ezmanan û afirîdên dişêlin, ez hemû şînahiyan ji bo xwarinê didim wan.” Wisa jî bû.
Xwedê her tiştê çêkiribû dît ku qenc e. Bû êvar û sibe, ev roja şeşan bû.
Erd û ezman bi hemû nexşên xwe temam bûn.
Xwedê di roja heftan de karê xwe bir serî. Wî di roja heftan de ji hemû karên xwe bêhna xwe veda.
Xwedê roja heftan pîroz û bereket kir. Wekî rojeke pîroz kifş kir. Çimkî Xwedê di wê rojê de ji hemû afirandinên xwe, bêhna xwe veda.
Serpêhatiya afirandina erd û ezmanan ev e: Gava Xwedê Xudan erd û ezman afirandin,
hê li erdê tu şitlekî çolê tunebû û tu giyayekî çolê şîn nebûbû. Çimkî Xwedê Xudan hê baran bi ser erdê ve nebarandibû û mirovê erdê bajo jî tunebû.
Lê ji erdê hilm radibû û av dida tevahiya rûyê erdê.
Xwedê Xudan Adem ji axa erdê çêkir û hilma jiyanê pif kir pozê wî. Bi vî awayî Adem bû canekî jîndar.
Xwedê Xudan li rojhilat, li Êdenê bexçeyek çand û Ademê ku şikil dabûyê danî wê derê.
Xwedê Xudan ji axê cûr bi cûr darên spehî û xweşfêkî gihandin. Di nava bexçeyê de dara jiyanê û dara zanîna qencî û xerabiyê jî hebû.
Çemek ji Êdenê dertê ku av dide bexçeyê. Li wir ji hev vediqete û dibe çar mil.
Navê çemê pêşî Pîşon e. Ew ber bi seranserê welatê Hawîlayê ve diherike ku li wir zêr heye.
Zêrê vî welatî qenc e û li vir benîştê daran û onîks jî hene.
Navê çemê diduyan Gîhon e ku ber bi seranserê welatê Kûş ê ve diherike.
Navê çemê sisêyan Dîcle ye û ber bi rojhilatê Aşûrê ve diherike. Çemê çaran jî Ferat e.
Xwedê Xudan Adem hilda û li nav Bexçeyê Êdenê danî ku li wê derê bixebite û ji bexçeyê hebe.
Xwedê Xudan li Adem emir kir û got: “Tu dikarî ji her dara bexçe bixwî,
lê ji dara zanîna qencî û xerabiyê nexwe. Çimkî gava tu jê bixwî, tê esse bimirî.”
Xwedê Xudan got: “Ne baş e ku Adem tenê bimîne, ezê alîkareke li gorî wî jê re çêkim.”
Xwedê Xudan tevahiya heywanên erdê û teyrên ezmanan ji axê çêkir. Wî hemû anîn ba Adem ku bibîne, wê çi navî li wan bike. Adem bi çi navî bangî afirîdên jîndar kir, ew bû navê wan.
Adem nav li hemû heywanên kedî, heywanên kovî û teyrên ezmanan danî. Lê ji bo Adem alîkareke li gorî wî nehat dîtin.
Xwedê Xudan kir ku Adem bikeve xeweke giran. Hê di xewê de bû, wî parsûyekî wî derxist û goşt xist cihê wî.
Xwedê Xudan ji wî parsûyê ku ji bedena Adem derxistibû, jinekê çêkir û anî ba wî.
Li ser vê yekê Adem got: “Niha ev hestî ji hestiyê min, Goşt ji goştê min e. Wê jê re ‘Jin ’ bê gotin, Çimkî ew ji mêr hate hildan.”
Ji ber vê yekê wê mêr dev ji dê û bavê xwe berde, xwe li jina xwe bigire û wê herdu bibin yek beden.
Adem û jina xwe, herdu jî tazî bûn û şerm nedikirin.
Di nav hemû heywanên kovî yên Xwedê Xudan çêkiribûn de yê herî jîr mar bû. Marî ji jinê re got: “Ma bi rastî jî Xwedê got: ‘Divê hûn ji tu dareke bexçeyê nexwin’?”
Jinê ji marî re got: “Em dikarin ji fêkiyên darên li bexçeyê bixwin.
Lê Xwedê got: ‘Divê hûn ji fêkiyê dara li nava bexçeyê nexwin û dest nedinê yan na hûnê bimirin.’”
Marî ji jinê re got: “Hûn qet namirin.
Çimkî Xwedê dizane, çaxê hûn ji wê bixwin, wê çavên we vebin û wekî Xwedê, hûnê bi qencî û xerabiyê bizanin.”
Gava jinikê dît ku fêkiyê darê çêjdar e, li ber çavan xweş xuya dike û daxwaza zanabûnê dide, wê fêkiyek jê kir û xwar. Mêrê wê jî li ba wê bû. Wê fêkî da wî û mêrik jî xwar.
Li ser vê yekê çavên herduyan jî vebûn û wan fêm kir ku tazî ne. Pelên hejîran bi hev ve dirûtin û ji xwe re kirin daw.
Bihîstin ku dengê Xwedê Xudan, di hênikahiya rojê de, di nav bexçe de digere. Adem û jina xwe, ji hizûra Xwedê Xudan, xwe di nav darên bexçe de veşartin.
Lê Xwedê Xudan gazî Adem kir û got: “Tu li ku yî?”
Adem got: “Min li bexçeyê tu bihîstî û ez tirsiyam, çimkî ez tazî bûm û min xwe veşart.”
Xwedê Xudan got: “Kê ji te re got tu tazî yî? Ma te ji wê dara ku min ji te re gotibû: ‘Jê nexwe’ xwar?”
Adem got: “Jinika te dabû min, fêkiyek ji wê darê da min û min jî xwar.”
Xwedê Xudan ji jinikê re got: “Te çi kir?!” Jinikê got: “Marî ez xapandim, loma min xwar.”
Li ser vê yekê Xwedê Xudan ji marî re got: “Ji ber ku te ev yek kir, Wê di nava hemû heywanên kedî û kovî de, Yê herî bi nalet tu bî. Tê li ser zikê xwe bişêlî, Di hemû rojên jiyana xwe de axê bixwî.
Ezê dijminatiyê bixim navbera te û jinê, Navbera ziriyeta te û ya wê. Wê serê te biperçiqîne, Tê jî êrîşî pehniya wî bikî.”
Wî ji jinikê re got: “Gava zarokanînê ezê êşa te gelekî zêde bikim Û bi êş tê zarokê xwe bînî. Tê hewcedarê mêrê xwe bî Ewê jî serwerê te be.”
Wî ji Adem re got: “Ji ber ku te guhdariya dengê jina xwe kir Û ji wê dara ku min ji te re gotibû ‘Divê tu nexwî’ te xwar, Ax ji rûyê te bi nalet bû. Tê di hemû rojên jiyana xwe de Bi zehmetî jê bixwî.
Wê ax stirî û diriyan bide te. Tê giyayên çolê bixwî.
Tê nanê xwe, bi xwêdana eniya xwe bixwî. Heta ku tu bizivirî axa tu jê hatî çêkirin. Çimkî tu ax î û tê vegerî axê.”
Adem navê jina xwe Hewa danî. Çimkî ew bû diya hemû mirovan.
Xwedê Xudan ji Adem û jina wî re kincên çermîn çêkirin û li wan kirin.
Piştre Xwedê Xudan got: “Niha Adem bûye yekî mîna me, bi qencî û xerabiyê dizane. Êdî divê destûr neyê dayîn ku ew destê xwe dirêjî fêkiyê dara jiyanê bike, jê bixwe û her û her bijî.”
Bi vî awayî Xwedê Xudan Adem ji Bexçeyê Êdenê derxist ku erdê jê hatibû çêkirin, bajo.
Piştî wî Adem qewitand û li aliyê rojhilatê Bexçeyê Êdenê, wî xerûb û şûrekî agiravêj ê bi her aliyî ve dizivire bi cih kirin ku parastina riya dara jiyanê biparêzin.
Adem bi Hewaya jina xwe re raza. Hewa bi zaro ma û Qayîn jê re çêbû. Wê got: “Bi alîkariya Xudan min kurek anî.”
Wê piştre birayê wî Habîl anî dinyayê. Habîl bû şivanê pêz, Qayîn bû cotkar.
Piştî demekê, Qayîn ji hatina dexlê axê hinek anî û pêşkêşî Xudan kir.
Habîl jî, ji keriyê xwe yên ku nû hatine dinyayê, yên qelew anî. Xudan Habîl û pêşkêşiya wî qebûl kir.
Lê Qayîn û pêşkêşiya wî red kir. Qayîn gelek hêrs bû û rûyê xwe tirş kir.
Xudan ji Qayîn re got: “Tu çima hêrs bûyî û te çima rûyê xwe tirş kir?
Heke tu ya rast bikî, ma ezê te qebûl nekim? Lê heke tu ya rast nekî, guneh li ber deriyê te, di kozikê de li benda te ye. Lê divê tu bi ser guneh bikevî.”
Qayîn ji Habîlê birayê xwe re got: “Em herin çolê.” Gava ew li çolê bûn Qayîn êrîşî Habîlê birayê xwe kir û ew kuşt.
Xudan ji Qayîn pirsî: “Ka birayê te Habîl li ku ye?” Qayîn got: “Ez nizanim, ma ez nobedarê birayê xwe me?”
Xudan got: “Te çi kir? Binêre! Dengê xwîna birayê te ji axê gazî min dike.
Niha tu ji aliyê axê ve bûyî naletî. Ew axa ku devê xwe vekir û xwîna birayê te ji destê te qebûl kir.
Axa ku tu dajoyî, wê ji niha û pêve ber nede te. Tê li ser rûyê erdê bibî bêwar û eware.”
Qayîn ji Xudan re got: “Cezayê min bi qasî ku nayê ragirtin giran e.
Îro tu ji vê axê berî min didî. Êdî ezê ji hizûra te dûr bikevim û li rûyê erdê bibim bêwar û eware. Kî min bibîne, wê min bikuje.”
Li ser vê yekê Xudan jê re got: “Kî te bikuje, wê heft caran tol jê bê standin.” Piştre Xudan nîşanek bi Qayîn ve danî ku tu kes wî nekuje.
Qayîn ji hizûra Xudan derket û çû li rojhilatê Bexçeyê Êdenê, li herêma Nodê bi cih bû.
Qayîn çû ba jina xwe, jina wî bi zaro ma û Henox anî. Wê gavê Qayîn bajarek ava dikir. Wî navê kurê xwe Henox li bajêr kir.
Ji Henox re Îrad çêbû. Îrad bû bavê Mehûyaêl, Mehûyaêl bû bavê Metûşaêl û Metûşaêl jî bû bavê Lamex.
Lamex du jin ji xwe re anîn. Navê yekê Eda û navê ya din Sîlla bû.
Ji Edayê re Yaval çêbû. Ew bavkalê wan kesan bû ku di konan de rûdiniştin û xweyê keriyan bûn.
Navê birayê wî Yûval bû. Ew bavkalê wan kesan bû ku li çengê û li bilûrê dixistin.
Ji Sîllayê re Tûval-Qayîn çêbû. Tûval-Qayîn tûnc û hesin dikuta û amûrên cûr bi cûr çêdikirin. Naema, xwişka Tûval-Qayîn bû.
Lamex ji jinên xwe re got: “Ya Eda û Sîlla, guhdariya dengê min bikin! Ya jinên Lamex, guhên xwe bidin peyvên min! Ji ber ku wî ez birîndar kirim, min zilamekî kuşt, Zilamekî ciwan ê ku ez êşandim.
Heke heft caran tola Qayîn bê standin, Wê heftê û heft caran tola Lamex bê standin.”
Adem dîsa çû ba jina xwe. Wê kurek anî û navê wî Şêt danî û got: “Xwedê di cihê Habîlê ku Qayîn kuşt de, kurekî din da min.”
Kurekî Şêt jî çêbû û wî navê Enoş lê kir. Gazîkirina navê Xudan wê demê destpê kir.
Qeyda ziriyeta Adem ev e: Wê rojê gava Xwedê Adem afirand, wî kir ku ew bişibe wî.
Wî ew nêr û mê afirandin, pîroz û bereket kirin. Roja ku wî ew afirandin, wî navê wan “Mirov” danî.
Gava Adem sed û sî salî bû, kurekî wî yê mîna wî û di sûretê wî de çêbû. Wî navê wî Şêt danî.
Piştî bûyîna Şêt, Adem heşt sed salên din ma û kur û keçên wî yên din çêbûn.
Adem bi tevahî neh sed û sî sal kir û mir.
Gava Şêt sed û pênc salî bû kurê wî Enoş çêbû.
Piştî ku Şêt bû bavê Enoş, ew heşt sed û heft salên din ma û kur û keçên wî yên din çêbûn.
Şêt bi tevahî neh sed û duwanzdeh sal kir û mir.
Gava Enoş nod salî bû, kurê wî Qênan çêbû.
Piştî ku Enoş bû bavê Qênan, ew heşt sed û panzdeh sal ma û kur û keçên wî yên din çêbûn.
Enoş bi tevahî neh sed û pênc sal kir û mir.
Gava Qênan heftê salî bû, kurê wî Mahalalêl çêbû.
Piştî ku Qênan bû bavê Mahalalêl, ew heşt sed û çil sal ma û kur û keçên wî yên din çêbûn.
Qênan bi tevahî neh sed û deh sal kir û mir.
Gava Mahalalêl şêst û pênc salî bû, kurê wî Yered çêbû.
Piştî ku Mahalalêl bû bavê Yered, ew heşt sed û sî sal ma û bû bavê kur û keçên din.
Mahalalêl bi tevahî heşt sed û nod û pênc sal kir û mir.
Gava Yered sed û şêst û du salî bû, kurê wî Henox çêbû.
Piştî ku Yered bû bavê Henox, ew heşt sed sal ma û kur û keçên wî yên din çêbûn.
Yered bi tevahî neh sed û şêst û du sal kir û mir.
Gava Henox şêst û pênc salî bû, kurê wî Metûşelah çêbû.
Piştî ku Henox bû bavê Metûşelah, Henox sê sed sal bi Xwedê re meşiya, kur û keçên wî yên din çêbûn.
Henox bi tevahî sê sed û şêst û pênc sal kir.
Henox bi Xwedê re diçû û êdî nehat dîtin, çimkî Xwedê ew hilkişandibû.
Gava Metûşelah sed û heştê û heft salî bû, kurê wî Lamex çêbû.
Piştî ku Metûşelah bû bavê Lamex, ew heft sed û heştê û du sal ma û kur û keçên wî yên din çêbûn.
Metûşelah bi tevahî neh sed û şêst û neh sal kir û mir.
Gava Lamex sed û heştê û du salî bû, kurekî wî çêbû.
Wî navê wî Nûh danî û got: “Wê me ji xebat û eziyeta êşdar û vê axa ku Xudan nalet kiriye, rihet bike.”
Piştî ku Lamex bû bavê Nûh, ew pênc sed û nod û pênc sal ma û bû bavê kur û keçên din.
Lamex bi tevahî heft sed û heftê û heft sal kir û mir.
Gava Nûh pênc sed sal kir, ew bû bavê Sam, Ham û Yefet.
Gava mirov li ser rûyê erdê zêde bûn û keçên wan çêbûn,
hebûnên ezmanî dîtin ku keçên mirovan bedew in û bi yên ku ecibandin re zewicîn.
Xudan got: “Wê Ruhê min her û her bi mirov re nemîne, çimkî ew xwîn û goşt e û wê jiyana wî sed û bîst sal be.”
Di wan rojan de û piştre jî, dema hebûnên ezmanî keçên mirovan ji xwe re anîn û zarokên wan çêbûn, Nefîlî li ser rûyê erdê hebûn. Ew mêrxasên dema berê û mêrên bi nav û deng bûn.
Xudan dît ku xerabiya mirovan li dinyayê gelekî zêde bûye û fikrên dilê wan jî herdem li ser xerabiyê ne.
Xudan ji afirandina mirovan poşman bû û dilê wî êşiya.
Xudan got: “Ezê mirovên ku min afirandine, tevî heywan, afirîdên bi erdê ve dişêlin û teyrên ezmanan ji ser rûyê erdê rakim. Çimkî ez poşman bûm ku min ew afirandin.”
Lê dilê Xudan bi Nûh xweş bû.
Serpêhatiya Nûh ev e: Nûh mirovekî rast û di nav nifşê xwe de kamil bû û bi Xwedê re diçû.
Sê kurên Nûh hebûn: Sam, Ham û Yefet.
Di çavê Xwedê de dinya xera bûbû û bi zordariyê tije bûbû.
Xwedê dît ku dinya çawa xera bûye, li ser rûyê erdê hemû beşer ji rê derketibû.
Xwedê ji Nûh re got: “Dawiya hemû beşerê hat ber min. Çimkî ji rûyê wan zordarî zêde bû. Ezê tevli wan, rûyê erdê jî tune bikim.
Tu ji dara goferê gemiyekê ji xwe re çêke û di hundirê wê de odeyan çêke. Hundir û derveyê wê qîr bike.
Divê tu gemiyê bi vî awayî çêkî: Wê dirêjahiya wê sê sed, berfirehiya wê pêncî û bilindahiya wê sî gaz be.
Banê gemiyê jî çêke û bi qasî gazekî kûlekekê jî tê de veke. Derî bixe tenişta gemiyê û qatên jêrîn, navîn û jorîn çêke.
Va ye, ezê li ser rûyê erdê tofanê rakim û hemû jîndarên di bin ezmanan de ku hilma jiyanê bi wan re heye tune bikim. Wê her bedena li ser rûyê erdê helak bibe.
Lê ezê bi te re peymanekê çêkim. Tu bi kurên xwe, bi jina xwe û bi bûkên xwe re li gemiyê siwar bibe.
Ji bo ku bi te re sax bimînin, tu ji her cureyên jîndaran, ji hemû beşerê cotekî, yek nêr, yek mê, bi xwe re bixe gemiyê.
Wê ji her cureyên teyran, heywan û afirîdên ku bi erdê ve dişêlin cotek bên ba te ku sax bimînin.
Ji xwe re û ji wan re her cure xurek bibe nav gemiyê û bike qût.”
Nûh ev yek kir. Wî her tiştê Xwedê lê emir kiribû, pêk anî.
Xudan ji Nûh re got: “Tu û hemû mala xwe bikevin gemiyê, çimkî di nav vî nifşî de min tu rast dîtî.
Ji hemû heywanên ku helal in heft cot nêr û mê, ji yên heram cotek nêr û mê
û ji her cure teyrên ezmanan heft cot nêr û mê hilde ku hebûna xwe li ser tevahiya rûyê erdê berdewam bike.
Çimkî piştî heft rojan, ezê çil şev û çil rojan baranê bibarînim û hemû jîndarên ku min çêkirine, ji ser rûyê erdê rakim.”
Nûh her tiştê Xwedê lê emir kiribû, pêk anî.
Gava ava tofanê li ser erdê rabû, Nûh şeş sed salî bû.
Nûh bi kurên xwe, bi jina xwe û bi bûkên xwe re ket gemiyê ku ji tofanê rizgar bibin.
Cotên heywanên helal û heram, cotên teyran û cotên hemû afirîdên ku bi erdê ve dişêlin,
cot bi cot nêr û mê hatin ba Nûh û ketin gemiyê, çawa ku Xwedê li Nûh emir kiribû.
Piştî heft rojan tofan rabû.
Di şeş sed saliya Nûh de, di roja hivdehê meha diduyan de hemû kaniyên kûrahiya erdê derbûn û kulekên ezmanan vebûn.
Çil roj û çil şev baran bariya.
Hema wê rojê Nûh bi kurên xwe Sam, Ham û Yefet, bi jina xwe û bi her sê bûkên xwe re ket gemiyê.
Bi wan re li gorî cureyên xwe hemû heywanên kovî, hemû heywanên kedî, hemû afirîdên ku bi erdê ve dişêlin û her cureyên teyran ketin gemiyê.
Ji hemû beşera ku hilma jiyanê bi wan re hebû, cot bi cot hatin ba Nûh û ketin gemiyê.
Çawa ku Xwedê li Nûh emir kiribû, ji hemû beşerê, heywanên nêr û mê ketin gemiyê. Xudan derî lê girt.
Tofan çil rojan berdewam kir. Av gelekî zêde bû û gemî ji erdê bilind kir.
Her ku diçû av zêdetir dibû. Gemî jî bi ser avê ket.
Av ewqas bilind bû ku hemû çiyayên di bin tevahiya ezmên de nixamtin.
Av panzdeh gaz bi ser çiyayan ket.
Hemû beşera ku li ser rûyê erdê tevdigere helak bû; teyr, heywanên kedî, heywanên çolê, afirîdên dişêlin û hemû mirov.
Hemû yên ku hilma jiyanê di pozê wan de hebû, li ser rûyê erdê mirin.
Her jîndarên li ser rûyê erdê hatin rakirin. Ji mirovan bigire heta heywanan, heta afirîdên ku dişêlin û heta teyrên ezmanan jî, ji ser rûyê erdê hatin rakirin. Tenê Nûh û yên pê re siwarê gemiyê bûbûn, rizgar bûn.
Av sed û pêncî rojan li ser erdê ma.
Xwedê Nûh û hemû heywanên kedî û kovî yên ku pê re di gemiyê de bûn bi bîr anî, bi ser rûyê erdê ve bayek rakir û av nizim bû.
Kaniyên kûrahiyê û kulekên ezmanan hatin girtin. Baran sekinî.
Hêdî hêdî av ji rûyê erdê kişiya û piştî sed û pêncî rojan av kêm bû.
Di roja hivdehê meha heftan de gemî li ser çiyayên Araratê rûnişt.
Heta meha dehan her ku diçû av kêm bû. Di roja pêşî ya meha dehan de serê çiyayan xuya bûn.
Piştî çil rojan Nûh pencereya ku di gemiyê de çêkiribû vekir
û qijak berda derve. Heta ku av ziwa bû qijak vir ve û wê ve firiya.
Nûh kevok berda ku bibîne av kişiyaye yan na
lê kevokê cihekî ku lê deyne nedît, çimkî av hê li ser tevahiya rûyê erdê bû. Kevok vegeriya ba Nûh. Wî destê xwe dirêj kir, kevok hilda û anî gemiyê, ba xwe.
Nûh heft rojên din jî sekinî û careke din kevok berda.
Êvarê kevok zivirî û va ye pelekî zeytûna ter di nav nikulê xwe de bû. Nûh fêm kir ku av ji ser rûyê erdê kişiyaye.
Heft rojên din ma û dîsa kevok şand. Lê vê carê kevok venegeriya.
Gava Nûh şeş sed û yek salî bû, di roja pêşî ya meha pêşî de, av kişiya û nema. Nûh banê gemiyê vekir û erd ziwa bûye.
Di roja bîst û heftê meha diduyan de, erd bi tevahî ziwa bû.
Xwedê ji Nûh re got:
“Tu bi jina xwe, kurên xwe û bûkên xwe re ji gemiyê derkeve.
Ji hemû beşerê, bi xwe re ji her cureyê jîndaran; teyr, heywan û hemû afirîdên ku dişêlin derxe derve ku ew li dinyayê belav bibin, zêde û berdar bibin.”
Nûh bi jina xwe, kurên xwe û bûkên xwe re ji gemiyê derket.
Hemû heywan, hemû afirîdên dişêlin û hemû teyr li gorî cureyên xwe ji gemiyê derketin.
Nûh ji Xudan re gorîgehek çêkir û ji hemû heywan û teyrên paqij, qurbanên şewitandinê pêşkêş kirin.
Xudan bi bêhna xweş a qurbanên şewitandinê kêfxweş bû û got: “Tevî ku meyla dilê mirov ji zarokatiyê ve bi ser xerabiyê ve ye, êdî ezê careke din ji ber mirovan vê axê nalet nekim. Wekî min niha kir, êdî ezê careke din her jîndarî tune nekim.
“Heta ku dinya hebe, Wê çandinî û dirûn, Sarî û germî, Havîn û zivistan, Şev û roj hebe.”
Xwedê Nûh û kurên wî pîroz û bereket kirin. Ji wan re got: “Zêde û berdar bibin, dinyayê dagirin.
Wê hemû heywanên erdê û teyrên ezmanan ji we bitirsin û bibizdin. Min hemû afirîdên ku bi erdê ve dişêlin û masiyên deryayan kirin bin destê we.
Hemû afirîdên jîndar ên dilivin, wê bibin xwarina we. Wekî giyayên şîn ên ku min dabûn we, niha ez her tiştî didim we.
“Goştê bi can ango bi xwîn nexwin.
Xwîna we birije, ezê jî li heqê we bigerim. Ezê heqê we, ji her heywanî û ji her mirovî, ji yê ku xwîna birayê xwe dirijîne bixwazim.
“Mirovê ku xwîna mirovan birijîne, Wê bi destê mirovan xwîna wî bê rijandin. Çimkî Xwedê mirov di sûretê xwe de çêkirin.
Lê hûn zêde û berdar bin, Zêde bin û li ser erdê belav bin.”
Xwedê ji Nûh û kurên wî re got:
“Ez peymana xwe bi we, bi ziriyeta li pey we,
bi hemû jîndarên bi we re, çi teyr, çi heywanên kedî û kovî, bi hemû jîndarên dinyayê û bi hemûyên ku ji gemiyê derketin re girê didim.
Peymana min a bi we re ev e: Wê êdî bi tofanê hemû beşer helak nebe û wê êdî tofaneke din çênebe ku rûyê erdê tune dike.”
Xwedê got: “Nîşana peymana ku ez di nav hemû nifşên bê de bi we re û bi hemû jîndaran re çêdikim ev e:
Min keskesora xwe kir nav ewran û wê di navbera min û erdê de bibe nîşana vê peymanê.
Gava ez ewran bînim ser erdê û keskesor di nav ewran re derkeve,
ezê peymana min bi we re û bi her cureyê jîndaran re çêkiriye, bi bîr bînim. Wê êdî tofan ranebe ku hemû beşerê tune neke.
Her cara keskesor derkeve, ezê wê bibînim û wê peymana herheyî ya di navbera Xwedê û hemû beşer û cureyên jîndarên li ser erdê hatiye danîn de, bi bîr bînim.”
Xwedê ji Nûh re got: “Nîşana peymana min ev e ku min bi hemû beşerê re kiriye.”
Kurên Nûh ên ku ji gemiyê derketin ev bûn: Sam, Ham û Yefet. Ham bavê Kenan bû.
Ev her sê kurên Nûh bûn û hemû mirovên tevahiya dinyayê ji wan zêde bûn.
Nûh cotkar bû û rezê pêşî wî danî.
Wî hinek şerab vexwar, serxweş bû û di kon de tazî vezeliya.
Ham bavê Kenan bû. Wî bavê xwe tazî dît û ji herdu birayên xwe re got ku li derve bûn.
Sam û Yefet cilek hilda, avêt ser milên xwe, berepaş çûn kon û tazîbûna bavê xwe nixamtin. Pişta wan li bavê wan bû û wan tazîbûna wî nedît.
Gava ji serxweşiya şerabê hişê Nûh hat serê wî, wî fêm kir ku kurê wî yê biçûk jê re çi kiriye.
Nûh got: “Nalet li Kenan be, Ji birayên xwe re bibe koleyê koleyan.”
Bi ser de wî got: “Pîroz be Xwedayê Sam Xudan, Kenan jê re bibe xulam.
Xwedê cihê Yefet fireh bike Û bila ew di konê Sam de bijî. Kenan jê re bibe xulam.”
Piştî tofanê Nûh sê sed û pêncî sal ma.
Nûh bi tevahî neh sed û pêncî sal kir û mir.
Qeyda ziriyetên kurên Nûh, Sam, Ham û Yefet ku piştî tofanê kurên wan çêbûn, ev e:
Kurên Yefet: Gomer, Magog, Meday, Yewan, Tûval, Meşex û Tîras.
Kurên Gomer: Aşkenaz, Rîfat û Togarma.
Kurên Yewan: Êlîşa, Tarşîş, Kîttîm û Rodanîm.
Bavkalên mirovên ku li keviyên deryayan dijîn ji wan in. Li welatên xwe li gorî zimanên cuda û di nav miletên xwe de li gorî eşîrên xwe belav bûne.
Kurên Ham: Kûş, Misrayîm, Pût û Kenan.
Kurên Kûş: Seva, Hawîla, Savta, Raema û Savtexa. Kurên Raema: Şeva û Dedan.
Kûş bavê Nemrûd bû. Nemrûd li ser rûyê erdê mêrxasê pêşî bû.
Ew li pêş Xudan nêçîrvanekî mêrxas bû. Ji ber vê yekê dibêjin: “Wekî Nemrûd nêçîrvanekî mêrxas ê li ber Xudan.”
Di destpêkê de Nemrûd di welatê Şînarê de li Babîl, Erek, Akkad û Kalnêyê padîşahî kir.
Ji wir derbasî Aşûrê bû û bajarên Nînewa, Rehovot-Îr, Kalah
û Resen a ku di navbera Nînewa û Kalahê de ye ava kirin. Kalah jî bajarekî mezin bû.
Misrayîm bavkalê Lûdiyan, Enamiyan, Lehaviyan, Naftûhiyan,
Patrûsiyan, Kaslûhiyan û Kaftoriyan bû. Filîstî ji Kaslûhiyan hatin.
Kenan bavê Sîdonê nixuriyê xwe û Hît bû.
Herwiha ew bavê Yevûsiyan, Amoriyan, Gîrgaşiyan,
Hîwiyan, Erqiyan, Sîniyan,
Arwadiyan, Semariyan û Hamayiyan bû. Piştre binemalên Kenaniyan belav bûn.
Sînorê Kenaniyan ji Saydayê heta Gerara û Xezayê û ji wê jî heta Sodom û Gomora, Adma û ber bi Sevoyîmê ve heta Laşayê fireh bû.
Kurên Ham ên ku li welatên xwe û di nav miletên xwe de li gorî binemal û zimanên cuda belav bûne ew in.
Kurên Sam jî çêbûn. Sam kekê Yefet û bavkalê hemû ziriyeta Êver bû.
Kurên Sam: Elam, Aşûr, Arpexşad, Lûd û Aram.
Kurên Aram: Ûs, Hûl, Geter û Maş.
Arpexşad bavê Şelah bû. Şelah bavê Êver bû.
Du kur ji Êver re çêbûn. Navê yekî Pêlêg bû, çimkî di dema wî de mirov li ser rûyê erdê belav bûn. Navê birayê wî Yoqtan bû.
Yoqtan bavê Almodad, Şelef, Hasar-Mawet, Yarah,
Hadoram, Ûzal, Dîqla,
Oval, Avîmaêl, Şeva,
Ofîr, Hawîla û Yovav bû. Ev hemû ji ziriyeta Yoqtan bûn.
Herêma ku ew lê dijiyan, ji Mêşayê heta Sefara li herêma çiyayî ya rojhilat fireh dibû.
Kurên Sam ên ku li welatên xwe û di nav miletên xwe de li gorî binemal û zimanên cuda belav bûbûn, ev in.
Di nav miletên xwe de, li gorî qeydên xwe, ziriyetên kurên Nûh ev in. Hemû mirovên ku piştî tofanê li ser rûyê erdê belav bûne, ji wan in.
Di destpêkê de zimanê mirovên tevahiya dinyayê yek bû û wekî hev dipeyivîn.
Gava ber bi rojhilat ve koç kir, wan li welatê Şînarê deştek dît û li wir bi cih bûn.
Wan ji hev re got: “Werin em kelpîçan çêkin û baş bipêjin.” Di cihê keviran de kelpîç û di cihê xercê de jî ziftê bi kar anîn.
Piştre got: “Werin em ji xwe re bajarekî ava bikin û birceke bigihîje ezmanan çêkin ku nav û dengê me derkeve û em li tevahiya rûyê erdê belav nebin.”
Xudan daket jêr, ji bo ku bajêr û birca mirovan çêdikirin bibîne.
Xudan got: “Va ye, ew yek milet in. Zimanê wan hemûyan yek e û ev bi tenê destpêka kirinên wan e. Êdî tu tiştê ku pîlan bikin ji wan re nabe zehmet.
Werin, em dakevin jêr, zimanên wan tevlihev bikin ku ji hev fêm nekin.”
Îcar Xudan ew ji wir li ser tevahiya rûyê erdê belav kirin û wan dev ji avakirina bajêr berda.
Ji ber vê yekê ji bajêr re “Babîl ” hat gotin. Çimkî Xudan li wir zimanên hemû mirovan tevlihev kirin. Ji wir ew bi ser tevahiya rûyê erdê ve belav kirin.
Qeyda ziriyeta Sam: Du sal piştî tofanê, gava Sam sed salî bû, kurê wî Arpexşad çêbû.
Piştî ku Sam bû bavê Arpexşad, ew pênc sed salên din ma û bû bavê kur û keçên din.
Gava Arpexşad sî û pênc salî bû, kurê wî Şelah çêbû.
Piştî ku Arpexşad bû bavê Şelah, ew çar sed û sê salên din ma û bû bavê kur û keçên din.
Gava Şelah sî salî bû, Êverê kurê wî çêbû.
Piştî ku Şelah bû bavê Êver, ew çar sed û sê salên din ma û bû bavê kur û keçan.
Gava Êver sî û çar salî bû, kurê wî Pêlêg çêbû.
Piştî ku Êver bû bavê Pêlêg, ew çar sed û sî salên din ma û bû bavê kur û keçên din.
Gava Pêlêg sî salî bû, kurê wî Reû çêbû.
Piştî ku Pêlêg bû bavê Reû, ew du sed û neh salên din ma û bû bavê kur û keçên din.
Gava Reû sî û du salî bû, kurê wî Serûg çêbû.
Piştî ku Reû bû bavê Serûg, ew du sed û heft salên din ma û bû bavê kur û keçên din.
Gava Serûg sî salî bû, kurê wî Nahor çêbû.
Piştî ku Serûg bû bavê Nahor, ew du sed salên din ma û bû bavê kur û keçên din.
Gava Nahor bîst û neh salî bû, kurê wî Têrah çêbû.
Piştî Nahor bû bavê Têrah, ew sed û nozdeh salên din ma û bû bavê kur û keçan.
Têrah di heftê saliya xwe de bû bavê Avram, Nahor û Heran.
Qeyda ziriyeta Têrah ev e: Têrah bû bavê Avram, Nahor û Heran. Heran bû bavê Lût.
Heran, gava bavê wî Têrah sax bû, li bajarê Ûra Kildaniyan ku lê çêbûbû, mir.
Avram û Nahor zewicîn. Navê jina Avram Seray û navê jina Nahor jî Mîlka bû. Mîlka û Yîska keçên Heran bûn.
Seray kordunde bû, zarokên wê tunebûn.
Têrah malbata xwe hilda, ji Ûra Kildaniyan derket û berê xwe da riya welatê Kenanê. Pê re kurê wî Avram, bûka wî Seraya jina Avram, neviyê wî Lûtê kurê Heran hebû. Ew gihîştin Heranê û li wir bi cih bûn.
Têrah du sed û pênc sal kir û li Heranê mir.
Xudan ji Avram re got: “Dev ji welatê xwe, ji gelê xwe û ji mala bavê xwe berde û here wî welatê ku ezê nîşanî te bidim.
“Ezê te bikim miletekî mezin û te pîroz û bereket bikim. Ezê nav û dengê te derxim û tê bibî kaniya bereketê.
Kesên te pîroz bikin, ezê jî wan pîroz bikim. Kesê ku nifiran li te bike, ezê naletê lê bînim. Wê hemû eşîrên dinyayê bi te pîroz bibin.”
Çawa ku Xudan jê re gotibû, Avram bi rê ket. Lût jî pê re çû. Gava Avram ji Heranê derket, heftê û pênc salî bû.
Wî bi xwe re Seraya jina xwe, Lûtê biraziyê xwe, hemû malê xwe yê qezenckirî û xulamên xwe yên ku li Heranê bi dest xistibûn, civandin û çûn welatê Kenanê. Gava gihîşt Kenanê,
Avram li welêt geriya û heta ber darmaziya Moreyê ya li Şexemê çû. Wan rojan Kenanî li wê derê dijiyan.
Xudan li Avram xuya bû û got: “Ezê vî welatî bidim ziriyeta te.” Avram li wir ji Xudan re gorîgehek çêkir ku lê xuya bû.
Avram ji wir derbasî herêma çiyayî bû ku dikeve rojhilatê bajarê Bêt-Êlê. Li wir konê xwe veda. Li rojavayê wir bajarê Bêt-Êlê, li rojhilatê wir jî bajarê Ayê hebû. Wî li wir gorîgehek çêkir û bi navê Xudan gazî kir.
Avram gav bi gav ber bi Negeva başûr ve diçû.
Xelayeke giran li welêt rabû. Avram ji bo demekê çû Misrê ku bi xerîbî bimîne.
Gava nêzîkî Misrê bûn, wî ji Seraya jina xwe re got: “Ez dizanim ku tu jineke xweşik î.
Dibe ku Misrî te bibînin û bêjin: ‘Ev jina wî ye.’ Wê min bikujin û te sax bihêlin.
Loma bêje: ‘Ez xwişka wî me’ ku ji bo xatirê te bi min qencî bikin û min sax bihêlin.”
Gava Avram ket Misrê, Misriyan dît ku jina wî pir xweşik e.
Karmendên Firewn jinik dît û pesnê wê ji Firewn re da. Li ser vê yekê jinik birin qesrê.
Ji bo xatirê Serayê Firewn qencî bi Avram kir. Pez, dewar, kerên nêr û mê, deve, xulam û xadim dan wî.
Lê Xudan ji rûyê Seraya jina Avram ve êşên giran anîn serê Firewn û maliyên wî.
Firewn gazî Avram kir û got: “Ev çi ye te anî serê min? Te çima negot: ‘Ew jina min e’?
Çima te got: ‘Ev xwişka min e’? Min jî ew ji xwe re anî? Jina xwe bibe û here!”
Piştre Firewn ji bo Avram emir da mirovên xwe. Wan ew û jina wî bi hebûna wan ve şandin.
Avram bi jina xwe û bi her tiştê xwe re ji Misrê derket ku here Negevê. Lût jî pê re bû.
Avram gelek dewlemend bû. Keriyên wî, zêr û zîvên wî hebûn.
Wî ji Negevê destpê kir û heta hat Bêt-Êlê, cih bi cih koç kir. Wî di navbera Bêt-Êl û Ayê de berê jî konê xwe vedabû
û cara pêşî gorîgeh lê çêkiribû. Avram li wir bi navê Xudan gazî kir.
Kon, pez û dewarên Lûtê ku bi Avram re koç dikir jî hebûn.
Erd têra wan nedikir ku bi hev re bijîn, çimkî hebûna wan ewqas pir bû ku nikaribûn bi hev re bimînin.
Di nav şivanên Avram û Lût de pevçûn çêbû. –Di wê demê de Kenanî û Perîzzî jî li wir dijiyan.–
Avram ji Lût re got: “Bila di navbera min û te û di navbera şivanên min û şivanên te de pevçûn çênebe. Çimkî em bira ne.
Ma tevahiya welêt ne li pêş te ye? Were em ji hev veqetin. Heke tu herî aliyê çepê, ezê herim aliyê rastê. Heke tu herî aliyê rastê, ezê herim aliyê çepê.”
Lût serê xwe rakir û dît ku tevahiya Deşta Şerîayê heta Soarê avî ye, wekî Bexçeyê Xudan û welatê Misrê ye. Beriya ku Xudan Sodom û Gomorayê wêran bike, deşt wiha bû.
Lût ji bo xwe tevahiya Deşta Şerîayê hilbijart û bi aliyê rojhilat ve koç kir. Herdu bi vî awayî ji hev veqetiyan.
Avram li welatê Kenanê bi cih bû. Lût li bajarên deştê rûnişt û bi aliyê Sodomê ve kon vedan.
Sodomî xerab bûn. Ew li dijî Xudan gelek gunehkar bûn.
Piştî ku Lût ji Avram veqetiya, Xudan jê re got: “Ji cihê ku tu tê de yî niha serê xwe rake, li bakur û başûr, li rojhilat û rojava binêre.
Wê tevahiya welatê ku tu dibînî ezê her û her bidim te û ziriyeta te.
Ezê ziriyeta te wekî toza erdê zêde bikim. Heke kesek bikaribe toza erdê bijmêre, wê bikaribe ziriyeta te jî bijmêre.
Rabe û li seranserê welêt bigere, çimkî ezê wî bidim te.”
Avram konên xwe hilanîn û çû Hevronê, li ber darmaziyên Mamrê bi cih bû. Wî li wir gorîgehek ji Xudan re çêkir.
Di wê demê de Padîşahê Şînarê Amrafel, Padîşahê Êllasarê Aryok, Padîşahê Elamê Kedorlaomer û Padîşahê Goyîmê Tîdel,
li dijî Padîşahê Sodomê Bera, Padîşahê Gomorayê Bîrşa, Padîşahê Admayê Şînav, Padîşahê Sevoyîmê Şemêver û Padîşahê Belayê –ku Soar e– çûn şer.
Ev her pênc padîşah li Deşta Siddîmê ku niha Gola Xwê ye gihîştin hev.
Ev padîşah duwanzdeh salan xulamiya Kedorlaomer kiribû, lê di sala sêzdehan de li dijî wî serî hildabûn.
Di sala çardehan de Kedorlaomer û padîşahên ku alîgirên wî bûn, hatin û li Eşterot-Qarnayîmê Refayiyan, li Hamê Zûzî, li Şawê-Qîryatayîmê Êmî
û li herêma çiyayî ya Seîr heta El-Paranê, li keviya beriyê, Horî têk birin.
Ji wê derê zivirîn Eyn-Mîşpatê –ku Qadêş e– hemû axa Emalêqiyan standin û Amoriyên ku li Haseson-Tamarê rûdiniştin, têk birin.
Li ser vê yekê padîşahên Sodom, Gomora, Adma, Sevoyîm û Belayê –ku Soar e– bi rê ketin û van her pênc padîşahan,
li dijî her çar padîşahan ango Padîşahê Elam Kedorlaomer, Padîşahê Goyîm Tîdel, Padîşahê Şînar Amrafel û Padîşahê Êllasar Aryok, li Deşta Siddîmê kozik û çeperên xwe yên şer amade kirin.
Deşta Siddîmê bi çalên ziftê tije bû. Gava reviyan, hinek padîşahên Sodom û Gomorayê ketin van çalan. Kesên din jî reviyan herêma çiyayî.
Her çar padîşahan hemû qût û malên Sodom û Gomorayê birin û çûn.
Wan biraziyê Avram Lût û malê wî jî bir. Çimkî Lût li Sodomê rûdinişt.
Yekî ku ji wê derê firar kiribû hat û Avramê Îbranî agahdar kir. Avram, li ber darmaziyên Mamrêyê Amorî rûdinişt. Mamrê û birayên wî Enêr û Eşkol alîgirên Avram bûn.
Gava Avram bihîst biraziyê wî dîl hatiye girtin, wî sê sed û hijdeh kesên ku li mala wî mezin bûbûn hilda, heta Danê da pey çar padîşahan.
Avram mirovên xwe kom bi kom ji hev cuda kir, bi şev êrîşî wan kir û heta Hovaya li bakurê Şamê da pey wan.
Avram hemû malê ku hatibû talankirin, biraziyê xwe Lût û malên wî, jin û xelk bi şûn ve anîn.
Piştî ku Avram Kedorlaomer û padîşahên alîgirên wî têk birin, padîşahê Sodomê li Deşta Şawê –Deşta Padîşah– çû pêşiya wî.
Padîşahê Şalêmê Melxîsedeq nan û şerab anîn. Ew kahinê Xwedayê Herî Berz bû.
Wî Avram pîroz û bereket kir û got: “Xwedayê Herî Berz, Yê ku erd û ezman afirandiye, Avram pîroz bike.
Xwedayê Herî Berz pîroz be Ku neyarên te dan destê te.” Li ser vê yekê Avram dehyeka her tiştî da wî.
Padîşahê Sodomê ji Avram re got: “Mirovan bide min, bila mal ji te re be.”
Lê Avram ji Padîşahê Sodomê re got: “Ez bi navê Xudan, Xwedayê Herî Berz, Afirînerê erd û ezmanan sond dixwim û dibêjim,
ezê tiştekî te, ne ta û ne jî benikê çaroxa te qebûl bikim ku tu nebêjî: ‘Min Avram dewlemend kir.’
Tiştên ku mirovên min xwarine ne tê de, ezê tiştekî din qebûl nekim. Bila Enêr, Eşkol û Mamrê para xwe hildin.”
Piştî van tiştan gotina Xudan di dîtiniyekê de ji Avram re hat û got: “Netirse Avram. Ez mertalê te me, wê xelata te gelek mezin be.”
Lê Avram got: “Ya Reb Xudan, tê çi bidî min? Va ye ez bêziret im. Kesê malê min jê re bimîne, ev Êliyezerê Şamî ye.”
Wî berdewam kir û got: “Ji ber ku te zarok nedan min, wê xulamekî nav mala min li ser mîrasa min rûne.”
Gotina Xudan dîsa jê re hat û got: “Ev mirov nabe mîrasxurê te. Kurekî ji bedena te wê bibe mîrasxurê te.”
Xudan Avram derxist derve û got: “Li ezmanan binêre! Gelo tu dikarî stêran bijmêrî? Wê ziriyeta te jî evqas zêde be!”
Avram bawerî bi Xudan anî û Xudan ev jê re wekî rastiyê hesab kir.
Bi ser de Xudan jê re got: “Ez ew Xudan im ku tu ji bajarê Ûra Kildaniyan derxistî ku vî welatî bide te û tu wê derê ji xwe re bikî milk.”
Avram got: “Ya Reb Xudan, ezê çawa bizanim ku ezê bibim xweyê wî?”
Xudan ji Avram re got: “Ji min re çêlekeke sê salî, bizineke sê salî û beranekî sê salî, qumrî û kevokekê bîne.”
Avram hemû jê re anîn û ew di nîvî de qelaştin û her nîvek danî hember yê din. Lê wî çivîk neqelaştin.
Gava teyrên dirinde ji jor ve hatin ser laşan, Avram berî wan da.
Piştî ku roj çû ava, Avram ket xeweke giran. Tariyeke bi tirs û bizdan bi ser wî de hat.
Xudan ji Avram re got: “Baş bizanibe ku wê ziriyeta te li welatekî xerîb bijî û çar sed salan bibe kole û zilmê bibîne.
Lê ezê wî miletê ku koletiyê bi wan dide kirin, ceza bikim. Piştre wê ziriyeta te bi dewlemendiyeke mezin ji wê derê derkeve.
Tê jî bi xêr û silamet bigihîjî bav û kalên xwe. Tê emrekî dirêj bijî û paşê werî veşartin.
Wê nifşê çaran ê ziriyeta te vegere vê derê. Çimkî hê gunehên Amoriyan negihîştin dawiyê.”
Piştî ku roj çû ava û bû tarî, menqereke bi dû û xetîreyeke bi pêt xuya bû û di nav perçeyên laşan re derbas bû.
Wê rojê Xudan bi Avram re peyman çêkir û got: “Ezê welatê ku ji Çemê Misrê heta Çemê Mezin –ku Ferat e– berfireh e, bidim ziriyeta te
ku welatê Qêniyan, Qenîzziyan, Qadmoniyan,
Hîtîtiyan, Perîzziyan, Refayiyan,
Amoriyan, Kenaniyan, Gîrgaşiyan û Yevûsiyan e.”
Jina Avram Serayê jê re zarok neanibû. Lê bi navê Hacer cariyeyeke Serayê ya Misrî hebû.
Serayê ji Avram re got: “Xudan zarok nedan min. Here ba cariyeya min. Belkî bi vî awayî ez bibim xweyî zarok.” Avram bi gotina dengê Serayê kir.
Piştî ku Avram deh salan li welatê Kenanê rûnişt, Seraya jina wî Hacera cariyeya xwe ya Misrî anî û da mêrê xwe ku jê re bibe jin.
Avram çû ba Hacer û ew bi zaro ma. Gava Hacer dît ew bi zaro ye, wê destpê kir xatûna xwe biçûk dît.
Serayê ji Avram re got: “Ev neheqî ji rûyê te hat serê min. Min cariyeya xwe kir paşila te û gava wê dît ew bizaro ye, wê ez biçûk dîtim. Bila Xudan di navbera min û te de dadger be.”
Avram jê re got: “Cariyeya te di destê te de ye. Tu her çi dixwazî pê bike.” Paşê Serayê tadeyî lê kir û Hacer ji ba wê reviya.
Milyaketê Xudan Hacer li çolê li ser kaniyekê dît. Ev kanî li ser riya Şûrê bû.
Milyaket jê re got: “Ya Hacera cariyeya Serayê! Tu ji ku têyî û bi ku ve diçî?” Wê got: “Ez ji Seraya xatûna xwe direvim.”
Lê milyaketê Xudan jê re got: “Vegere ba xatûna xwe û bindestiya wê bike.”
Bi ser de milyaket got: “Ezê ziriyeta te wisa pir bikim ku wê kes nikaribe bijmêre.”
Milyaketê Xudan berdewam kir û got: “Va ye tu bizaro yî û tê kurekî bînî. Tê navê wî Îsmaîl deynî. Çimkî Xudan tengasiya te bihîst.
Wê bibe wekî kerekî hov. Wê li dijî her kesî be û wê herkes jî li dijî wî be. Wê bi birayên xwe re bi dijminatî bijî.”
Wê navê Xudanê ku pê re peyivî wiha danî: “Tu ‘Êl-Royî’ yî.” Çimkî wê got: “Li vir min yê ku min dibîne dît.”
Ji ber vê yekê ji bîra di navbera Qadêş û Beredê re, Beêr-Lahay-Royî hat gotin.
Hacerê ji Avram re kurek anî û navê Îsmaîl lê kir.
Gava Hacerê ji Avram re Îsmaîl anî Avram heştê û şeş salî bû.
Gava Avram nod û neh salî bû, Xudan lê xuya bû û got: “Ez Xwedayê Karîndar im, bi min re bimeşe û kamil be.
Ezê wê peymana ku min bi te re kiriye berdewam bikim û ziriyeta te gelekî zêde bikim.”
Avram deverû çû erdê û Xwedê jê re got:
“Va ye, ev peymana min bi te re kiriye ev e: Tê bibî bavê gelek miletan.
Êdî tê bi navê Avram neyê gazîkirin, wê navê te Îbrahîm be. Çimkî min tu kirî bavê koma miletan.
Ezê ziriyeta te gelek berdar bikim, wê ji te milet rabin û padîşah derkevin.
Ezê peymana herheyî di nav xwe û te de, bi te û bi ziriyeta te re bikim. Wê nifş bi nifş berdewam bike. Ezê bibim Xwedayê te û ziriyeta te.
Ezê tevahiya welatê Kenanê yê ku tu niha bi xerîbî lê dimînî bidim te û ziriyeta te ku her û her bibe milkê we û ezê Xwedayê wan bim.”
Xwedê ji Îbrahîm re got: “Tu û hemû ziriyetên ku wê ji te rabin, divê hûn nifş bi nifş bi peymana min ve girêdayî bimînin.
Peymana ku min bi te û bi ziriyeta te re kiriye û hûnê pê ve girêdayî bimînin ev e: Hemû mêrên di nav we de, divê sinet bibin.
Divê hûn sinet bibin û wê sinet bibe nîşana peymana di nav min û we de.
Di nav nifşên wan de her mêrê ku li mala we çêbûye yan ku ji xerîban hatiye kirîn, tevî kesên ku ne ji ziriyeta we ne, divê di heşt rojiya xwe de were sinetkirin.
Hem yê ku li mala te çêdibe û hem jî yê ku bi pereyê te tê kirîn, esse divê bê sinetkirin. Ev nîşana bedena we, wê her û her bibe nîşana peymana navbera min û we.
Her mêrê ku sinet nebûye wê ji nav gelê xwe bê avêtin, çimkî wî peymana min xera kiriye.”
Bi ser de Xwedê ji Îbrahîm re got: “Herçî Seraya jina te ye, êdî tê jê re nebêjî Seray. Wê navê wê Sara be.
Ezê wê pîroz bikim û ezê ji wê jî kurekî bidim te. Ezê wê pîroz bikim û wê bibe diya miletan. Wê padîşahên gelan ji ziriyeta te rabin.”
Îbrahîm deverû çû erdê, keniya û di dilê xwe de got: “Zilamekî sed salî dikare bibe xweyî zarok? Wê Sara di nod saliya xwe de zarok bîne?”
Paşê Îbrahîm ji Xwedê re got: “Bila Îsmaîl mîrasxurê min be!”
Xwedê got: “Na! Wê jina te Sara kurekî bîne û tê navê wî Îshaq deynî. Ezê bi wî û ziriyeta wî re peymana xwe her û her berdewam bikim.
Ji bo Îsmaîl jî, min dengê te bihîst. Ezê wî pîroz û berdar bikim û ziriyeta wî gelekî zêde bikim. Wê bibe bavê duwanzdeh mîran û ezê wî bikim miletekî mezin.
Lê ezê peymana xwe sala bê vî çaxî, bi kurê ku Sara ji te re bîne, ango bi Îshaq re girê bidim.”
Gava Xwedê peyivîna xwe bi Îbrahîm re xilas kir, ji ba wî çû jor.
Îbrahîm hema wê rojê, kurê xwe Îsmaîl û hemû kur û kesên nêr ku li mala wî çêbûbûn an hatibûn kirîn, hemû kur û kesên nêr ên li mala xwe çawa ku Xwedê gotibû sinet kirin.
Gava Îbrahîm sinet bû, nod û neh salî bû.
Gava kurê wî Îsmaîl sinet bû, sêzdeh salî bû.
Îbrahîm û kurê xwe Îsmaîl hema wê rojê sinet bûn.
Hemû kur û zilamên di mala Îbrahîm de, tevî kesên nêr ên li mala wî çêbûbûn an jî, ji xerîban hatibûn kirîn, pê re sinet bûn.
Gava Îbrahîm di kela nava rojê de li ber darmaziyên Mamrê, li ber deriyê konê xwe rûniştîbû, Xudan lê xuya bû.
Îbrahîm serê xwe rakir û dît ku sê kes li ber wî sekinîne. Çaxê ku wî ew dîtin, ji ber deriyê konê xwe beziya, hat pêşiya wan û deverû çû erdê.
Paşê got: “Ezbenî, heke dilê te bi min xweş be, di ser xulamê xwe re derbas nebe.
Bihêlin, bila niha hinek av bînin, lingên xwe bişon û li bin vê darê bêhna xwe vedin.
Madem hûn hatin ba xulamê xwe, ez ji we re pariyek nan bînim. Piştî ku we bêhna xwe veda, bi riya xwe ve herin.” Wan got: “Baş e, te çawa got, wisa jî bike.”
Îbrahîm bi lez çû kon, ba Sarayê û jê re got: “Zûka sê sea arvanê hûr bîne, hevîr bike û nan çêke.”
Piştre Îbrahîm beziya nav dewaran, golikekî qelew girt û da xulamê xwe. Xulam bi lez golik amade kir.
Îbrahîm dew, şîr û goştê golikê ku amade kiribû anî û li ber wan danî. Gava wan dixwar, ew jî li ba wan, li bin darê sekinî.
Wan ji Îbrahîm pirsî: “Ka jina te Sara li ku ye?” Wî got: “Li wir, li hundirê kon e.”
Yekî ji wan got: “Sala bê vê demê, esse ezê vegerim ba te û wê kurekî jina te Sarayê hebe.” Sarayê ji nav derê kon, li pişt wî guhdarî dikir.
Îbrahîm û Sara pîr û kal bûbûn û bi salan ve çûbûn. Sarayê, emrê zarokanînê derbas kiribû.
Sara keniya û di dilê xwe de got: “Piştî vî emrî ezê bi çi yê xwe şa bim? Êdî malxweyê min jî kal bûye.”
Xudan ji Îbrahîm re got: “Çima Sara keniya û got: ‘Ez pîr bûme, ma ezê piştî vî emrî zarokan bînim?’
Ma ji bo Xudan tiştekî nepêkan heye? Ezê sala bê, di çaxê ku hat diyarkirin de vegerim ba te û wê kurekî Sarayê hebe.”
Sarayê ji tirsa derew kir û got: “Ez nekeniyam.” Lê Xudan got: “Belê, tu keniyayî.”
Gava zilam ji wir rabûn, wan li aliyê Sodomê nêrî. Îbrahîm jî, ji bo ku wan bi rê bike, bi wan re çû.
Xudan got: “Ma tiştê ku ezê bikim, ezê ji Îbrahîm veşêrim?
Bi rastî wê Îbrahîm bibe miletekî mezin û hêzdar. Wê hemû miletên dinyayê pê pîroz bibin.
Min Îbrahîm hilbijart ku li zarokên xwe û li nifşê piştî xwe emir bike ku hay ji riya min hebin û ya heq û rast bikin. Ezê jî soza min daye wî pêk bînim.”
Piştre Xudan ji Îbrahîm re got: “Gazina li dijî Sodom û Gomorayê pir zêde bûye û gunehê wan gelek giran e.
Ezê peya bim û bibînim ka ev gazin û sûcdarkirin rast e yan na? Da ku ez bizanim.”
Zilam ji wê derê zivirîn û bi aliyê Sodomê ve çûn. Lê Îbrahîm hê jî li ber Xudan sekinîbû.
Piştre Îbrahîm nêzîkî Xudan bû û got: “Ma tê yên rast, bi xeraban re tune bikî?
Lê ku di nav bajêr de pêncî kesên rast hebin? Ma tê bajêr nedî ber xatirê wan pêncî kesên rast ku tê de ne?
Dûrî te be ku tu wiha bikî û tu kesê rast jî bi kesê xerab re bikujî û rast bibin wekî xerab! Ma dadgerê tevahiya dinyayê ya rast neke?”
Xudan got: “Heke ez li bajarê Sodomê pêncî kesên rast bibînim, ezê tevahiya bajêr bidim xatirê wan.”
Îbrahîm dîsa got: “Tevî ku ez toz û xwelî me, ne tiştek im. Dîsa jî min xwe wêrek kir ku ez bi te re bipeyivim.
Em bêjin pênc kes ji pêncî kesên rast kêm bin. Ma tê ji ber pênc kesan hemû bajêr wêran bikî?” Xudan got: “Heke ez li wê derê çil û pênc kesan bibînim, ezê bajêr wêran nekim.”
Îbrahîm dîsa pirsî: “Bibexişîne heke li wê derê çil kes hebin?” Xudan got: “Ji bo xatirê çil kesan, ezê tiştekî nekim.”
Îbrahîm got: “Ya Reb hêrs nebe, ezê dîsa bêjim: Belkî li wê derê sî kes hene?” Xudan got: “Heke ez li wê derê sî kesan bibînim, ezê vê yekê nekim.”
Îbrahîm got: “Ya Reb tu min bibexişîne ji bo van xeberdanan, lê ez dîsa bipirsim. Em bêjin li wê derê bîst kes hebin?” Xudan got: “Ji bo xatirê bîst kesan, ezê bajêr wêran nekim.”
Îbrahîm got: “Ya Reb hêrs nebe, ezê bi tenê careke din bipirsim. Heke li wê derê tenê deh kes hebin?” Xudan got: “Ezê ji bo xatirê deh kesan jî bajêr wêran nekim.”
Piştî ku Xudan peyivîna xwe bi Îbrahîm re xilas kir, ji wir çû û Îbrahîm jî vegeriya cihê xwe.
Ew herdu milyaket êvarê gihîştin Sodomê. Lût di nav dergehê bajêr de rûdinişt. Gava wî ew dîtin, rabû ser lingan, çû pêşiya wan, deverû çû erdê û got:
“Ezbenî, kerem bikin mala xulamê xwe. Şeva xwe derbas bikin û lingên xwe bişon. Sibê zû rabin, bi riya xwe ve herin.” Wan got: “Na, emê şeva xwe li meydana bajêr derbas bikin.”
Lût pir li ber wan da û ew pê re çûn mala wî. Lût ji wan re ziyafet amade kir, nanê şikeva çêkir û wan jî xwar.
Beriya ku ew razin, mêrên bajarê Sodomê, çi ciwan çi jî kal hemû bi hev re dora malê girtin.
Wan gazî Lût kir û got: “Ew zilamên ku îşev hatin ba te li ku ne? Wan derxe bide me ku em bi wan re razin.”
Lût derket derve, derî li pişt xwe girt
û got: “Birayên min, ez rica dikim vê xerabiyê nekin.
Binêrin, du keçên min ên ku destê tu mêran li wan neketiye hene. Ez wan ji we re bînim. Çi dixwazin bi wan bikin lê tiştekî bi van zilaman nekin. Çimkî wan xwe spartiye siya banê min.”
Wan got: “Xwe ji ser riya me bide alî. Ew wekî xerîb hat û dixwaze xwe bike desthilatdar?! Emê te ji wan xerabtir bikin.” Lût daf dan û ji bo ku derî bişikênin, pêş ve hatin.
Lê mêvan destên xwe dirêjî Lût kirin, ew kişandin hundirê malê ba xwe û derî girtin.
Wan, hemûyên li ber derî, ciwan û pîr tev kor kirin. Loma jî riya derî nedîtin.
Herdu zilaman ji Lût re got: “Mirovên te yên din li vir hene? Zavayên te, kur an keçên te, an kesekî te yê din hebe, hemûyan jî, ji vî bajarî derxe.
Emê vî cihî wêran bikin, çimkî li ber Xudan gazina li dijî wan wisa giran bûye ku wî em şandin ku em vî cihî wêran bikin.”
Lût derket derve û ji zavayên xwe ango dergistiyên keçên xwe re got: “Lez bikin û ji vê derê herin. Çimkî Xudan dike vî bajarî wêran bike.” Lê zavayên wî guman kirin ku ew henekan dike.
Ber destê sibê milyaketan Lût da lezandin û got: “Bilezîne, jina xwe û herdu keçên xwe yên li vir hilîne. An na, tê jî, ji ber cezayê bajêr tune bibî.”
Ew hê dudilî bû, mirovan bi destê wî, bi destê jina wî û bi destê herdu keçên wî girtin û derxistin derveyî bajêr. Çimkî Xudan li wan hat rehmê.
Çaxê ew derxistibûn derve, yekî ji wan ji Lût re got: “Bireve, canê xwe rizgar bike. Li pey xwe nenêre û li tu dereke vê deştê nesekine! Bireve çiyê, an na tê helak bibî!”
Lê Lût ji wan re got: “Nexêr, xweyê min!
Dilê te bi xulamê te xweş e û bi rizgarkirina canê min, te qenciya mezin bi min kir. Lê ez nikarim birevim çiyê. Wê ev felaket bigihîje min û ezê bimirim.
Binêre, bajarekî biçûk ê ku ez birevimê li vir heye. Bi destûra te ez birevim wê derê û canê xwe rizgar bikim. Ji xwe bajarekî biçûk e.”
Wî ji Lût re got: “Baş e, ez vê daxwaza te jî qebûl dikim. Ezê wî bajarê ku te got, wêran nekim.
De bilezîne bireve wê derê. Çimkî heta tu negihîjî wê derê, ez nikarim tiştekî bikim.” Ji ber vê yekê ji wî bajarî re Soar hat gotin.
Çaxê Lût gihîşt Soarê, roj li ser erdê bilind bûbû.
Xudan ji ezmanan bi ser Sodom û Gomorayê ve kukurda bi êgir barand.
Wî ew bajar wêran kir û tevahiya deştê, hemû şêniyên wan bajaran, gul û giyayên li wir tune kirin.
Lê jina Lût li pey xwe nêrî û bû stûneke xwê û ma.
Serê sibê zû Îbrahîm rabû û vegeriya cihê ku li ber Xudan sekinîbû.
Wî li aliyê Sodomê û Gomorayê û tevahiya deştê nêrî û dît ku ji erdê dûyekî wekî ku ji êtûnekê derdikeve bilind dibe.
Çaxê ku Xwedê bajarên deştê wêran kirin, wî Îbrahîm anî bîra xwe. Gava wî bajarên ku Lût lê rûniştibû wêran kir, wî Lût ji nav vê felaketê deranî.
Lût bi herdu keçên xwe ve ji Soarê derket û çû çiyê, çimkî ew ditirsiya li Soarê bimîne. Ew bi herdu keçên xwe re li şikeftekê bi cih bû.
Rojekê keça mezin ji ya biçûk re got: “Bavê me kal e û li vir mêrekî ku li gorî şertên dinyayê bi me re raze tuneye.
Were em şerabê bi bavê xwe bidin vexwarin, pê re razin û ji bavê xwe ziriyeta xwe şîn bikin.”
Wê şevê bavê xwe bi şerabê serxweş kirin û keça mezin çû, bi bavê xwe re raza. Çaxê keçik pê re raza û rabû, ji serxweşî haya wî jê nebû.
Dotira rojê keça mezin ji ya biçûk re got: “Şeva çûyî ez bi bavê xwe re razam. Îşev dîsa em wî serxweş bikin û tu here pê re razê. Da ku em bikarin ziriyeta xwe berdewam bikin.”
Wan wê şevê jî bavê xwe bi şerabê serxweş kir û keça biçûk pê re raza. Çaxê keçik pê re raza û rabû, dîsa ji serxweşî haya wî jê nebû.
Bi vî awayî herdu keçên Lût ji bavê xwe bi zaro man.
Keça mezin kurek anî û navê wî Moav danî. Moav bavkalê Moavên îroyîn e.
Ji keça biçûk re jî kurek çêbû û navê wî Ben-Emmî danî. Ew bavkalê Emmoniyên îroyîn e.
Îbrahîm ji wê Mamrêyê koçî Negevê kir, di navbera Qadêş û Şûrê de bi cih bû. Gava li Gerarê bi xerîbî ma,
Îbrahîm ji bo Saraya jina xwe got: “Ev xwişka min e.” Wî Avîmelekê Padîşahê Gerarê şand pey Sarayê û ew anî.
Lê Xwedê bi şev hat xewna Avîmelek û jê re got: “Ji ber ku te ev jinik anî, tê bimirî. Çimkî ev jinik zewicandî ye.”
Avîmelek hê dest nedabû wê. Wî got: “Ya Reb, ma tê miletekî bêsûc tune bikî?
Ma Îbrahîm bi xwe ji min re negot: ‘Ev xwişka min e?’ Ma wê jî negot: ‘Ew birayê min e?’ Min ev bi dilekî pak û destên paqij kir.”
Xwedê di xewnê de jê re got: “Erê, ez dizanim te ev bi dilekî pak kir, loma jî min tu parastî ku tu li dijî min guneh nekî. Ji ber vê yekê min nehişt ku tu destê xwe bidî wê.
Niha jina wî lê vegerîne. Çimkî ew pêxember e û wê ji bo te dua bike û tê bijî. Lê heke tu wê bi şûn ve neşînî, bizanibe ku tu û hemû kesên te wê esse bimirin.”
Avîmelek serê sibê zû rabû û hemû karmendên xwe civandin. Çaxê wî her tişt ji wan re got, ew gelek tirsiyan.
Avîmelek gazî Îbrahîm kir û jê re got: “Te çi bi me kir? Min çi neheqî bi te kir ku te ev gunehê mezin anî serê min û padîşahiya min. Te tiştê nebûyî bi min kir.”
Avîmelek berdewam kir û got: “Armanca te çi bû ku te ev kir?”
Îbrahîm got: “Min ji xwe re got ku bi rastî li vir tirsa Xwedê tuneye û wê ji ber jina min, min bikujin.
Bi rastî jî ew xwişka min e. Bavê me yek e, lê diya me cuda ye û ew bû jina min.
Çaxê Xwedê ez ji mala bavê min şandim xerîbiyê, min jê re got: ‘Dilsoziya xwe wiha nîşanî min bide: Her dera ku em biçinê, ji bo min bibêje: Ev birayê min e.’”
Avîmelek pez û dewar, xulam û xadim dan Îbrahîm û jina wî Sara lê vegerand.
Avîmelek got: “Va ye welatê min li ber te ye. Cihê li ber çavê te xweş e, lê bimîne.”
Wî ji Sarayê re got: “Va ye ez hezar perçe zîv didim birayê te. Ev ji bo kesên li ba te delîlek e ku kesî dest nedaye te. Bila herkes bizanibe ku tu bêsûc î.”
Îbrahîm dua kir û Xwedê şifa da Avîmelek, jina wî û cariyeyên wî. Êdî wan dikaribû zarokan bînin.
Çimkî Xudan ji bo Saraya jina Îbrahîm, zikê hemû jinên mala Avîmelek girtibûn.
Xudan çawa ku soz dabû, qencî li Sarayê kir û soza xwe pêk anî.
Sara bi zaro ma, di kalîtiya Îbrahîm de, di wê dema Xwedê diyar kiribû de kurek jê re anî.
Îbrahîm navê Îshaq li wî kurî kir ku Sarayê jê re anî.
Gava Îshaq heşt rojî bû, Îbrahîm çawa ku Xwedê lê emir kiribû ew sinet kir.
Îbrahîm sed salî bû, gava Îshaq jê re çêbû.
Sarayê got: “Xwedê ez dame kenandin. Her kesê ku vê yekê bibihîze wê bi min re bikene.
Wê kê ji Îbrahîm re bigota ‘Wê rojek were Sara şîr bide kurekî?’ Va ye min di vê kalîtiya wî de jê re kurek anî.”
Kurik mezin bû û di roja ku Îshaq ji şîr hat vekirin de Îbrahîm şahiyek mezin çêkir.
Çaxê Sarayê dît kurê ku Hacera Misrî ji Îbrahîm re anîbû bi Îshaq tinazên xwe dike,
wê ji Îbrahîm re got: “Vê cariyeyê û kurê wê biqewitîne. Bila kurê vê cariyeyê nebe hevparê mîrasa kurê min Îshaq.”
Ev yek li Îbrahîm pir giran hat. Çimkî Îsmaîl jî kurê wî bû.
Lê Xwedê ji Îbrahîm re got: “Tu li ber kurik û cariyeya xwe nekeve. Guhê xwe bide her tiştê ku Sarayê ji te re dibêje. Çimkî wê ziriyeta te bi Îshaq bê naskirin.
Ezê kurê cariyeyê jî bikim miletekî, çimkî ew jî, ji ziriyeta te ye.”
Îbrahîm serê sibê zû rabû, hinek nan û meşkek av hilda, danî ser milê Hacerê û kurik pê re, ew şand. Hacer çû û demekê li Deşta Beêr-Şevayê geriya.
Çaxê av di meşkê de nema, wê kurê xwe kir bin deviyekê
û çû, bi qasî avêtina tîrekî dûr ket. Ew rûnişt û got: “Ez nikarim li mirina kurê xwe binêrim.” Paşê bi dengekî bilind giriya.
Xwedê dengê kurik bihîst û milyaketê Xwedê ji ezmanan gazî Hacerê kir û got: “Çi bûye Hacer! Netirse, Xwedê dengê kurik ji wê derê bihîst.
Rabe, kurik rake û bi destê wî bigire. Çimkî ezê wî bikim miletekî mezin.”
Piştre Xwedê çavên Hacerê vekirin û wê bîreke avê dît. Ew rabû, meşka xwe bi avê tije kir û av da kurê xwe.
Gava zarok mezin dibû Xwedê pê re bû. Ew li beriyê rûnişt û bû tîravêjekî xurt.
Ew li Beriya Paranê rûnişt û diya wî ji welatê Misrê jinek jê re anî.
Avîmelek û Pîxolê fermandarê artêşa wî, ji Îbrahîm re got: “Di her tiştê ku tu dikî de Xwedê bi te re ye.
Niha li vir, li ber Xwedê sond bixwe ku tê li min, li kurê min û li ziriyeta min hîle nekî. Ji min re û ji welatê tu bi xerîbî lê dimînî re, wekî min ji te re kir, tê jî dilsoz bî.”
Îbrahîm got: “Ez sond dixwim.”
Lê Îbrahîm behsa bîrekê kir ku xulamên Avîmelek bi zorê dest danîbûn ser.
Avîmelek got: “Ez nizanim kê ev kiriye. Te jî, ji min re negot, ez niha dibihîzim.”
Paşê Îbrahîm pez û dewar dan Avîmelek û herduyan peymanek girê dan.
Îbrahîm ji keriyê xwe heft berxên mê cuda kirin.
Avîmelek jê pirsî û got: “Wateya van heft berxên mê yên ku te ji kerî qetandin çi ye?”
Îbrahîm got: “Divê tu van heft berxên mê ji destê min qebûl bikî ku bibe şahidê kolandina vê bîrê.”
Ji ber vê yekê ji wî cihî re Beêr-Şeva hat gotin. Çimkî herduyan li wê derê sond xwar.
Piştî ku li Beêr-Şevayê peyman hat girêdan, Avîmelek û Pîxolê fermandarê artêşa wî vegeriyan welatê Filîstiyan.
Îbrahîm li Beêr-Şevayê dargezek çand û li wê derê navê Xudan, Xwedayê Herheyî hilda.
Îbrahîm demeke dirêj bi xerîbî li welatê Filîstiyan ma.
Piştî van tiştan Xwedê Îbrahîm ceriband. Xwedê got: “Îbrahîm!” Wî got: “Keremke!”
Xwedê got: “Kurê xwe yê yekta Îshaqê jê hez dikî bibe herêma Moriyayê. Li wir, li serê çiyayekî ku ezê ji te re bêjim, bike qurbana şewitandinê.”
Îbrahîm serê sibê zû rabû, kerê xwe kurtan kir, bi du xulam û Îshaqê kurê xwe re da rê. Wî ji bo qurbana şewitandinê êzing birîn û çû cihê ku Xwedê jê re gotibû.
Di roja sisêyan de Îbrahîm serê xwe rakir û ew dera ku diçûyê ji dûr ve dît.
Wî ji xulamên xwe re got: “Hûn li vir li ba kerê bimînin. Ez û kurik emê herin dera hanê biperizin û werin.”
Îbrahîm êzingên ji bo qurbana şewitandinê li milê kurê xwe Îshaq kir, wî jî rahişt êgir û kêrê. Herdu bi hev re meşiyan.
Çaxê herdu dimeşiyan, Îshaq ji bavê xwe re got: “Bavo!” Wî got: “Bêje lawo!” Îshaq got: “Agir jî heye, êzing jî heye lê ka ew berxê tê bikî qurban?”
Îbrahîm got: “Lawo, wê Xwedê berxê qurbana şewitandinê peyda bike.” Herdu bi hev re meşiyan.
Çaxê gihîştin cihê ku Xwedê jê re gotibû, Îbrahîm gorîgehek çêkir û êzing danî ser. Rabû kurê xwe Îshaq girê da û danî ser êzingên gorîgehê.
Îbrahîm dest avêt, kêr hilda ku kurê xwe serjê bike.
Lê milyaketê Xudan ji ezmanan gazî kir û got: “Îbrahîm, Îbrahîm!” Wî got: “Keremke!”
Milyaket got: “Dest nede kurik! Tiştekî pê neke. Niha ez dizanim tu ji Xwedê ditirsî. Te kurê xwe yê yekta jî, ji min texsîr nekir.”
Îbrahîm serê xwe rakir û dît ku qiloçên beranekî di nav deviyê de asê mane. Rabû çû, beran anî û ew di cihê kurê xwe de kir qurbana şewitandinê.
Îbrahîm navê wê derê “Yahwe-Yîre ” danî. Heta îro jî dibêjin: “Li çiyayê Xudan wê bê peydakirin.”
Milyaketê Xudan cara diduyan ji ezmanan gazî Îbrahîm kir û got:
“Gotina Xudan ev e: ‘Ez bi navê xwe sond dixwim, ji ber ku te ev yek kir û kurê xwe yê yekta ji min texsîr nekir,
ezê te gelekî pîroz û bereket bikim. Ezê ziriyeta te bi qasî stêrên ezmanan, sêlaka ber deryayê zêde bikim. Wê ziriyeta te bajarên dijminên xwe ji xwe re bikin milk.
Bi ziriyeta te, wê hemû miletên dinyayê bên pîrozkirin. Çimkî te bi gotina dengê min kir.’”
Piştre Îbrahîm vegeriya ba xulamên xwe û ew bi hev re çûn Beêr-Şevayê. Îbrahîm li Beêr-Şevayê ma.
Piştî van tiştan xeberek ji Îbrahîm re hat û got: “Mîlkayê ji birayê te Nahor re kur anîn:
Ûsê nixurî, birayê wî Bûz, Qemûêlê bavê Aram,
Kesed, Hazo, Pîldaş, Yîdlaf û Betûêl.”
Betûêl bû bavê Rebeqayê. Mîlkayê ev heşt kur ji birayê Îbrahîm, Nahor re anîn.
Cariyeya Nahor a bi navê Reûma jî, Tevah, Gaham, Tahaş û Maexa anîn.
Sara emrekî dirêj kir û sed û bîst û heft sal jiya.
Sara li Qîryat-Arbayê –ku Hevron e– li welatê Kenanê mir. Îbrahîm şîna wê kir û li ser giriya.
Îbrahîm ji ser şîna jina xwe rabû û ji Hîtîtiyan re got:
“Ez di nav we de mêvan û xerîb im. Milkekî bifiroşin min ku ez bikim goristan. Ezê miriya xwe lê veşêrim.”
Hîtîtiyan ji Îbrahîm re got:
“Ezbenî, tu guhê xwe bide me. Tu di nav me de mîrekî xweyîxatir î. Miriyê xwe li goristana me, di cihê herî qenc de veşêre. Wê tu kes ji me nebêje em gorên xwe nadin te ku tu miriyên xwe lê veşêrî.”
Îbrahîm rabû û xwe li ber Hîtîtiyan tewand ku gelê wî welatî bûn.
Wî ji wan re got: “Heke hûn dixwazin ez miriya xwe veşêrim, guhê xwe bidin min. Herin ji kurê Efronê Sohar lava bikin.
Bila Şikefta Maxpêlaya li bin zeviya xwe bifiroşe min. Bihayê wê çi be, ezê zêdetir bidim û bikim goristan.”
Efronê Hîtîtî di nav gelê xwe de rûniştibû. Wî bi dengekî bilind gazî li Hîtîtiyan kir ku li ber dergehê bajêr kom bûne, got:
“Na ezbenî! Tu guhê xwe bide min. Ez zevî û şikefta tê de jî didim te. Ez li ber çavên her kesî didim te. Bibe miriya xwe lê veşêre.”
Îbrahîm careke din xwe li ber gelê welêt tewand.
Wî bi dengekî bilind gazî Efron kir ku tevahiya gelê welêt bihîst. Ji Efron re got: “Ji kerema xwe guhê xwe bide min. Ezê bihayê zeviya te bidim. Bihayê wê ji min bistîne ku ez miriya xwe lê veşêrim.”
Efron got:
“Tu guhê xwe bide min ezbenî. Bihayê axê çar sed şekel zîv e, lê di nav min û te de ev ne mesele ye. Tu miriya xwe veşêre.”
Îbrahîm gotina Efron li ber Hîtîtiyan qebûl kir. Li gorî kêşa bazirganan çar sed şekel zîv kişand û da wî.
Bi vî awayî zeviya Efron a li Maxpêlayê ya nêzîkî Mamreyê, tevî zevî û şikeftê û bi hemû darên tê de,
li pêş hemû Hîtîtiyên li ber dergehê bajêr, bû milkê Îbrahîm.
Piştre Îbrahîm Saraya jina xwe li welatê Kenanê, di şikefta li zeviya Maxpêlayê ya nêzîkî Mamreyê de veşart ku jê re Hevron jî tê gotin.
Zevî û şikeft, ji Hîtîtiyan wekî milkê goristanê gihîşt Îbrahîm.
Îbrahîm kal bûbû û bi salan ve çûbû. Xudan ew bi hemû awayî pîroz û bereket kiribû.
Îbrahîm ji serxulamê xwe yê ku berpirsê her tiştê wî bû re got: “Destê xwe deyne ser ranê min.
Ez dixwazim ku tu bi Xudan, bi Xwedayê erd û ezmanan sond bixwî ku tu ji keçikên Kenaniyên ku ez di nav wan de rûdinim, jinekê ji kurê min re neyînî.
Lê here welatê min û ji mirovên min, ji kurê min Îshaq re jinekê bîne.”
Xulamê wî pirsî û got: “Lê ku keçik nexwaze bi min re bê vî welatî? Ez kurê te bibim wî welatê ku tu jê hatiyî?”
Îbrahîm got: “Na, qet nebe ku tu kurê min bibî wê derê.
Xwedayê Ezmanan Xudanê ku ez ji mala bavê min, ji welatê ku ez lê çêbûbûm anîme, sond xwar û got: ‘Ezê vê herêmê bidim ziriyeta te.’ Wê milyaketê xwe bişîne pêşiya te ku tu karibî ji wê derê jinekê ji kurê min re bînî.
Heke keçik nexwaze bi te re bê, tê ji sonda min rizgar bibî. Tenê tu kurê min nebe wê derê.”
Li ser vê yekê xulam destê xwe danî ser ranê malxweyê xwe Îbrahîm û ji bo vî karî sond xwar.
Piştre xulam ji malxweyê xwe deh deve bar kirin. Çimkî her cureyê diyariyên hêja yê malxweyê wî di destê wî de bû. Ew çû bajarê Aram-Naharayîmê ku Nahor lê dima.
Wî li ber bîra derveyî bajêr deveyên xwe nîx kirin. Berê êvarê bû û jin diçûn bîrê.
Xizmetkar dua kir û got: “Ya Xudan, Xwedayê malxweyê min Îbrahîm. Tu îro serketinê bide min û qenciyê bi malxweyê min Îbrahîm bike.
Va ye ez li ber bîrê me û keçikên bajêr tên bîrê.
Ezê ji yekê re bêjim: ‘Ji kerema xwe ji cerê xwe avê bide min.’ Heke ew jî bibêje: ‘Kerem bike vexwe, ezê deveyên te jî av bidim,’ wî çaxî ezê bizanibim keçika ku te ji xulamê xwe Îshaq re kifş kiriye, ew e. Bi vî awayî wê kifş bibe ku te qencî bi malxweyê min re kiriye.”
Hê ew bi xeberdan bû, Rebeqa, cerê wê li ser milan hat. Rebeqa, keça Betûêlê kurê Mîlka bû. Mîlka jina Nahorê birayê Îbrahîm bû.
Ew gelekî delal bû. Destê wê bi destê tu mêrî nebûbû. Rabû çû ser bîrê, cerê xwe dagirt û hat.
Xizmetkar bi lez çû pêşiya wê û got: “Ji kerema xwe ji cerê xwe avekê bide min.”
Rebeqayê cerê xwe zûka xwar kir, av dayê û got: “Kerem bike ezbenî.”
Piştre jê re got: “Ez ji bo deveyên te jî avê bînim. Çiqas dixwazin bila vexwin.”
Keçikê bi lez ava cêr vala kir cirnê, dîsa vegeriya ser bîrê ku cerê xwe dagire. Bi vî awayî hemû deve têrav kirin.
Xulamê Îbrahîm bi awayekî ecêbmayî, bêdeng difikirî û di ber xwe re digot: Gelo bi rastî jî Xudan riya wî rast kiriye yan na?
Çaxê deve têrav bûn, xulam xizêmeke zêr a bi giraniya nîv şekelî û du bazinên zêr bi giraniya deh şekelî derxistin ku bide wê.
Jê pirsî û got: “Tu keça kê yî? Ka ji min re bibêje, gelo mala bavê te mêvanan dihewînin ku em îşev werin mala we?”
Keçikê got: “Ez keça Betûêlê kurê Nahor û Mîlkayê me.
Li ba me ka û êm zêde ye û cihê me ji bo mêvanan jî heye.”
Xulam serê xwe tewand, pesnê Xudan da.
Wî got: “Xwedayê malxweyê min Îbrahîm, Xudan pîroz be ku wî dilsozî û dilovaniya xwe ji malxweyê min kêm nekir. Hê ez di rê de bûm, Xwedê riya mala mirovên malxweyê min nîşanî min da.”
Keçik lezand çû mala diya xwe û her tiştên qewimî ji maliyan re got.
Birayekî Rebeqayê hebû, navê wî Lavan bû. Lavan beziya çû pêşwaziya zilamê li ser bîrê.
Lavan xizêma di pozê xwişka xwe û bazinên di zendên wê de dîtibûn û tiştên ku zilêm gotibû ji Rebeqayê bihîstibû. Ew li ber bîrê rastî zilêm hat ku li ber deveyên xwe bû.
Lavan got: “Kerem bike malê, ya zilamê ku Xudan ew pîroz kiriye. Tu çima li derve disekinî? Min ji bo te mal û ji bo deveyên te cih amade kiriye.”
Zilam hat malê û barên deveyan danî. Ka û êm dan deveyan û ji bo ku ew û yên pê re lingên xwe bişon, av anîn.
Çaxê xwarin li ber wî danîn, wî got: “Heta ku ez sedema hatina xwe nebêjim ez xwarinê naxwim.” Lavan got: “Kerem bike, bibêje.”
Wî got: “Ez xulamê Îbrahîm im.
Xudan malxweyê min gelek pîroz kir û ew dewlemend bû. Xudan pez û dewar, zêr û zîv, xulam û xadim, deve û ker dan wî.
Jina wî Sarayê di pîrîtiya xwe de kurek da malxweyê min û wî jî her tiştê xwe da kurê xwe.
Malxweyê min bi min sond da xwarin û got: ‘Ji keçên Kenaniyan ku ez li welatê wan rûdinim ji kurê min re jinekê neyîne.
Lê here welatê bavê min û ji nav mirovên min, ji kurê min re jinekê bîne.’
“Li ser vê yekê min ji malxweyê xwe re got: ‘Lê ku keçik nexwaze bi min re bê?’
“Wî li min vegerand û got: ‘Xudanê ku ez pê re diçim, wê milyaketê xwe bi te re bişîne û rê li ber te veke ku tu bikaribî jinekê ji nav mirovên min, ji mala bavê min ji kurê min re bînî.
Piştî ku tu çûyî ba mirovên min, heke ew keçikê nedin te jî, tê ji sonda min rizgar bibî.’
“Îro gava ez hatim ser bîrê min got: ‘Ya Xudan, Xwedayê malxweyê min Îbrahîm, ez lava dikim ku tu riya min li ber min vekî.
Va ye, ez li ser vê bîrê disekinim. Gava keçikek tê ku bîrê bikişîne, ezê jê re bêjim: Ji kerema xwe firek av ji cerê xwe bide min ez vexwim.
Heke keçik ji min re bibêje: Kerem bike vexwe, ezê deveyên te jî têrav bikim, wî çaxî ezê bizanibim keça ku Xudan ji bo malxweyê min hilbijartiye ev e.’
“Dema min di dilê xwe de dua dikir, Rebeqa cer li ser milan derket. Çû ser bîrê û cerê xwe dagirt. Min jê re got: ‘Ji kerema xwe avê bide min.’
“Wê bi lez cerê xwe danî û got: ‘Kerem bike, vexwe. Ezê deveyên te jî têrav bikim.’ Min av vexwar û wê deve jî av dan.
“Min jê pirsî û got: ‘Tu keça kê yî?’ “Wê got: ‘Ez Mîlkaya keça Betûêlê kurê Nahor im.’ “Min jî xizêm bi pozê wê ve kir û bazin xistin zendên wê.
Min xwe tewand û ez perizîm Xudan. Min Xwedayê malxweyê xwe Îbrahîm, Xudan pîroz kir ku ez danîbûm ser riya rast ku ez ji kurê wî re neviya birayê wî bînim.
Ji min re bêjin ka hûnê ji malxweyê min re dilsozî û dilovaniyê bikin an na? Ezê jî bizanibim çi dikim.”
Lavan û Betûêl got: “Ev ji Xudan e, em nikarin ji te re bêjin baş an xerab e.
Va ye, Rebeqa li ber te ye. Wê bibe û here. Çawa ku Xudan gotiye, bila bibe jina kurê malxweyê te.”
Çaxê xulamê Îbrahîm peyvên wan bihîstin, deverû çû erdê û perizî Xudan.
Xulam taximên zêr û zîv û cilûberg derxistin dan Rebeqayê. Wî xelatên giranbiha dan dê û birayên wê.
Paşê ew û mirovên wî yên ku pê re bûn xwarina xwe xwarin, vexwarin û wê şevê li wir man. Serê sibê rabûn û xulam got: “Bihêlin ku ez vegerim ba malxweyê xwe.”
Lê birayê keçikê û diya wê got: “Bila keçik hinekî din, hema deh rojan li ba me bimîne, piştre tê vegerî.”
Wî jî got: “Min bi derengî nexin. Madem ku Xudan rê li ber min vekir, hûn jî bihêlin ez herim ba xweyê xwe.”
Wan got: “Em gazî keçikê bikin û jê bipirsin.”
Wan gazî Rebeqayê kir û jê pirsîn: “Tê bi wî zilamî re herî?” Wê got: “Erê ezê herim.”
Wan xwişka xwe Rebeqayê bi dadika wê re, bi xulamê Îbrahîm û mirovên wî re bi rê kirin.
Wan Rebeqa pîroz kir û jê re got: “Ya xwişka me, Bibe diya hezar hezaran. Bila ziriyeta te dergehên dijminên xwe Ji xwe re bike milk.”
Rebeqa û keçên wê yên xizmetkar rabûn, li deveyan siwar bûn û dan pey xulamê Îbrahîm. Xulam tevî Rebeqayê bi rê ketin.
Îshaq ji Beêr-Lahay-Royiyê hatibû, çimkî ew li herêma Negevê dima.
Ber êvarê Îshaq çû nav zeviyan ku ji xwe re bifikire. Çaxê wî serê xwe rakir û dît ku deve nêzîk dibin.
Rebeqayê jî serê xwe rakir û Îshaq dît. Ew ji deveyê peya bû
û ji xulamê Îbrahîm re got: “Ev mirovê ku di zeviyê de ye û ber bi me tê, kî ye?” Xulam got: “Ew malxweyê min e.” Rebeqayê xêliya xwe hilda û serçavê xwe nixamt.
Xulam her tiştê ku kiribû ji Îshaq re got.
Îshaq, Rebeqayê bir konê diya xwe Sarayê û ew bû jina wî. Îshaq ji wê hez kir û piştî mirina diya xwe, xema xwe pê revand.
Îbrahîm jineke din ji xwe re anî. Navê wê Qetûra bû.
Kurên ji Qetûrayê: Zîmran, Yoqşan, Medan, Mîdyan, Yîşbaq û Şûah.
Kurên Yoqşan: Şeva û Dedan. Ziriyeta Dedan: Aşûrî, Letûşî û Leûmî.
Kurên Mîdyan: Eyfa, Êfer, Henox, Avîda û Êldae. Ev hemû ji Qetûrayê bûn.
Îbrahîm her tiştê xwe ji Îshaq re hişt.
Wî diyarî dan kurên xwe yên ku ji cariyeyên wî bûn û hê gava sax bû, ew ji Îshaq dûr kirin û ber bi rojhilat ve şandin.
Bi tevahî, Îbrahîm sed û heftê û pênc sal emir kir.
Îbrahîmê kalbûyî û ji jiyanê têrbûyî di emrekî dirêj de, ruhê xwe da, mir û gihîşt pêşiyên xwe.
Kurên wî Îshaq û Îsmaîl ew li şikefta Maxpêlaya nêzîkî Mamreyê, di zeviya Efronê kurê Soharê Hîtîtî de veşartin.
Îbrahîm ew zevî ji Hîtîtiyan standibû. Îbrahîm û jina wî Sara li wê derê hatin veşartin.
Piştî mirina Îbrahîm, Xwedê kurê wî Îshaq pîroz û bereket kir. Ew li nêzîkî Beêr-Lahay-Royiyê ma.
Qeyda ziriyeta Îsmaîlê kurê Îbrahîm ê ku ji cariyeya Sarayê, Hacera Misrî, ji Îbrahîm re çêbûbû:
Li gorî rêza bûyîna xwe, navên kurên Îsmaîl ev in: Nevayotê nixurî, Qêdar, Adbeyêl, Mîvsam,
Mîşma, Dûma, Massa,
Hadad, Têma, Yetûr, Nafîş û Qêdema.
Ev kurên Îsmaîl bûn. Navên duwanzdeh mîrên eşîran li gorî gund û warên wan li wan kiribûn.
Bi tevahî, Îsmaîl sed û sî û heft sal emir kir, piştre ruhê xwe da, mir û gihîşt pêşiyên xwe.
Kurên Îsmaîl ber bi Aşûrê ve ji Hawîlayê heta Şûra nêzîkî sînorê Misrê bi cih bûn. Ew li rojhilatê cihê malên hemû birayên xwe bi cih bûn.
Serpêhatiya Îshaqê kurê Îbrahîm: Îbrahîm bavê Îshaq bû.
Çaxê Îshaq xwişka Lavanê Aramî, ji Paddan-Aramê keça Betûêlê Aramî Rebeqayê ji xwe re anî, çil salî bû.
Îshaq ji bo jina xwe ji Xudan lava kir, çimkî kordunde bû. Xudan bersiv da lavakirina Îshaq û jina wî Rebeqa bi zaro ma.
Zarokên di zikê wê de hevdu def dan. Rebeqayê got: “Ev çi bû hat serê min?” Rabû çû ku ji Xudan li ser vê yekê bipirse.
Xudan jê re got: “Di zikê te de du milet hene, Wê ji bedena te du neteweyên cuda çêbin. Wê yek ji yê din hêzdartir be, Wê yê mezin xulamiya yê biçûk bike.”
Çaxê dema zarokanîna wê hat, di zikê wê de cêwî hebûn.
Yê ku pêşî çêbû sor bû û tevahiya bedena wî wekî ebayekî bipirç bû. Navê wî Esaw danîn.
Piştre birayê wî çêbû. Bi destê xwe bi pehniya Esaw girtibû. Loma navê wî Aqûb danîn. Çaxê Rebeqayê zarok anîn, Îshaq şêst salî bû.
Kurik mezin bûn. Esaw bû nêçîrvanekî baş ê ku ji çolan hez dike. Aqûb mirovekî bêdengê nav konan bû.
Îshaq bêtir ji Esaw hez dikir, çimkî goştê ku wî ji nêçîrê dianî dixwar. Lê Rebeqayê ji Aqûb hez dikir.
Rojekê, çaxê Aqûb şorbe çêdikir. Esaw ji nêçîrê hat. Birçî û westiyayî bû.
Esaw ji Aqûb re got: “Ez lava dikim, hinek ji vê şorba sor bide min ez bixwim. Ez ji nêza ketim.” Ji ber vê yekê navê din ê Esaw bû Edom.
Aqûb jê re got: “Pêşî mafê xwe yê nixurîtiyê bifiroşe min.”
Esaw got: “Tu dibînî ez ji birçîbûnê dimirim. Çi bikim ji nixurîtiyê?”
Lê Aqûb got: “Tu pêşî sond bixwe.” Esaw sond xwar û mafê kurê mezin firot Aqûb.
Aqûb nan û şorbe da Esaw. Wî xwar, vexwar û rabû çû. Bi vî awayî Esaw mafê nixurîtiya xwe biçûk dît.
Piştî xelaya ku di dema Îbrahîm de çêbûbû, li welêt xelayeke din rabû. Îshaq çû Gerarê ba Avîmelekê Padîşahê Filîstiyan.
Xudan li Îshaq xuya bû û jê re got: “Neçe Misrê. Li welatê ku ez ji te re dibêjim rûne.
Bi xerîbî li vê derê bimîne. Ezê bi te re bim û te pîroz bikim. Ezê van hemû herêman bidim te û ziriyeta te. Ezê wê sonda ku min ji bavê te Îbrahîm re xwar bînim cih.
Ezê ziriyeta te bi qasî stêrên ezmanan zêde bikim û tevahiya van welatan bidim wan. Bi ziriyeta te wê hemû miletên dinyayê bên pîrozkirin.
Çimkî Îbrahîm bi gotina dengê min kir. Ew bi peywir, emir, şerîet û qanûnên min ve girêdayî ma.”
Îshaq li Gerarê ma.
Çaxê mirovên wê derê li ser jina wî jê pirsîn, wî got: “Ew xwişka min e.” Ew ditirsiya ku bêje: “Jina min e.” Wî ji xwe re got: “Mirovên herêmê dikarin ji ber Rebeqayê min bikujin, çimkî ew delal e.”
Îshaq demeke dirêj li wê derê ma. Rojekê, gava Padîşahê Filîstiyan Avîmelek di pencereyê re li derve nêrî, dît ku Îshaq bi jina xwe Rebeqayê re dikene û şa dibe.
Avîmelek gazî Îshaq kir û got: “Bêguman ev jina te ye! Te çima got: ‘Ew xwişka min e’?” Îshaq got: “Min ji xwe re got ku ez dikarim ji ber wê ji canê xwe bibim.”
Avîmelek got: “Ev çi bû ku te bi me kir? Hindik mabû ji zilaman yek bi jina te re raza û te sûc bi ser me de bianiya.”
Avîmelek li hemû xelkê xwe emir kir û got: “Her kî dest bide vî zilamî û jina wî, esse wê bê kuştin.”
Îshaq li wî welatî zad çand û hema wê salê sed car zêdetir ber hilanî. Çimkî Xudan ew pîroz û bereket kir.
Îshaq mezin bû û hebûna wî her diçû zêdetir dibû. Êdî ew mirovekî bi têra xwe dewlemend bû.
Keriyên pez û dewarên wî çêbûn û ew bû xweyê gelek xulaman. Loma jî Filîstî hesûdiya wî kirin.
Filîstiyan hemû bîrên ku bavê wî Îbrahîm di dema xwe de bi xulamên xwe kolabûn, xitimandin û bi axê dagirtin.
Avîmelek jî, ji Îshaq re got: “Ji nav me here, çimkî hêza te bi ser ya me ket.”
Îshaq ji wê derê bar kir, li Geliyê Gerarê kon veda û li wir bi cih bû.
Îshaq bîrên ku di dema bavê wî Îbrahîm de hatibûn kolandin ji nû ve vekirin. Çimkî Filîstiyan piştî mirina bavê wî ew tije kiribûn. Îshaq navên ku bavê wî Îbrahîm dabûn wan bîran, careke din li wan kir.
Xulamên Îshaq di gelî de kolan û kaniyek dît.
Lê şivanên Gerarê devjeniya şivanên Îshaq kir. Wan got: “Av ya me ye.” Ji ber ku ew li ber Îshaq rabûbûn, wî navê bîrê Eseq danî.
Xulamên Îshaq rabûn bîreke din kolan, li ser vê bîrê jî wan devjenî kir. Îshaq navê wê Sîtna danî.
Îshaq ji wê derê bar kir û bîreke din kola. Li ser vê tu devjenî çênebû. Loma wî navê Rehovot li vê bîrê kir û got: “Niha Xudan em derxistin firehiyê û emê li welêt zêde bibin.”
Îshaq ji wê derê hilkişiya Beêr-Şevayê.
Wê şevê Xudan lê xuya bû û got: “Ez Xwedayê bavê te Îbrahîm im. Netirse, ez bi te re me. Ezê te pîroz bikim û ji bo xatirê xulamê xwe Îbrahîm ziriyeta te zêde bikim.”
Îshaq li wê derê gorîgehek çêkir û pesnê Xudan da. Wî li wir konê xwe danî û xulamên wî li wê derê bîrek kolan.
Avîmelek bi şêwirmendê xwe Ahûzzat û bi Pîxolê fermandarê artêşa xwe re ji Gerarê hat ba Îshaq.
Îshaq ji wan re got: “Hûn çima hatin ba min? We ji min nefret kir û ez ji ba xwe qewitandim.”
Wan got: “Me bi eşkereyî dît ku Xudan bi te re ye. Loma me got: Bila di navbera me û te de sondek hebe. Ka em peymanekê bi te re çêkin.
Çawa ku me bi te re xerabiyê nekir, hergav qenciyê bi te kir û tu bi xêr û silamet şandî, tu jî xisarê nede me. Kifş e ku tu ji aliyê Xudan ve hatî pîrozkirin.”
Îshaq ziyafetek da wan, wan xwar û vexwar.
Serê sibê zû rabûn û sond xwarin. Îshaq ew bi rê kirin û ew bi xêr û silamet çûn.
Hema wê rojê xulamên Îshaq hatin. Wan li ser wê bîra ku kolabûn agahî dayê û got: “Me av dît!”
Îshaq navê Şîva li bîrê danî û heta îro jî navê bajêr Beêr-Şeva ma.
Çaxê Esaw çil salî bû, wî keça Beêriyê Hîtîtî Yehûdît û keça Elonê Hîtîtî Basemat ji xwe re anîn.
Ev jin ji Îshaq û Rebeqayê re bûn kula dil.
Çaxê Îshaq pîr bûbû û êdî çavên wî qels bûbûn, wî gazî kurê xwe yê mezin Esaw kir û jê re got: “Kurê min!” Esaw got: “Belê ezbenî.”
Îshaq got: “Êdî ez pîr bûme. Ez nizanim ezê kengê bimirim.
Niha tu çekên xwe rapêçe, tîr û kevanê xwe hilde û here çolê ji min re nêçîrê bike.
Xwarineke bilezet a ku ez jê hez dikim çêke û bîne ez bixwim. Beriya ez bimirim, ezê te pîroz bikim.”
Çaxê Îshaq bi kurê xwe Esaw re dipeyivî, Rebeqayê guhdariya wan dikir. Gava Esaw ji bo nêçîrê çû çolê,
Rebeqayê ji kurê xwe Aqûb re got: “Binêre, min bihîst ku bavê te ji birayê te Esaw re got:
‘Ji bo min here nêçîrê û xwarineke bilezet çêke ku ez bixwim û beriya bimirim, li ber Xudan te pîroz bikim.’
Niha kurê min, bi baldarî guhdar be û tiştê dibêjim bike.
Rabe here nav keriyê pez û ji min re du karikên baş bîne. Ezê ji wan xwarineke bilezet a ku bavê te jê hez dike çêkim.
Ji bo ku bavê te bixwe jê re bibe ku beriya mirina xwe te pîroz bike.”
Aqûb ji diya xwe Rebeqayê re got: “Birayê min Esaw bipirç e û ez bêpirç im.
Heke bavê min dest bi min bide, wê fêm bike ku ez wî dixapînim. Di cihê bereketê de wê naletê bi ser min de bîne.”
Diya wî jê re got: “Bila nalet bi ser min de bê, lawo! Tiştê ku ez ji te re dibêjim bike. Here û wan ji min re bîne.”
Aqûb çû û karik ji diya xwe re anîn. Wê jî xwarineke bilezet çêkir ku bavê wî jê hez dike.
Rebeqa rabû, cilên herî baş ên kurê xwe yê mezin Esaw ku li malê li ba wê bûn, li kurê xwe yê biçûk Aqûb kir.
Wê destên Aqûb û stûyê wî yê rût, bi çermê karikê nixamtin.
Wê xwarina xweş a bilezet û nanê ku wê lêxistibû da destê Aqûb.
Ew çû ba bavê xwe û got: “Bavo!” Îshaq got: “Belê lawo, tu kîjan î?”
Aqûb got: “Ez nixuriyê te me, Esaw im. Tiştê ku te ji min re got, min kir. Ji kerema xwe rabe û ji goştê nêçîra ku min ji te re kiriye bixwe ku tu min pîroz bikî.”
Îshaq ji kurê xwe pirsî: “Te çawa evqas zû ev nêçîr dît kurê min?” Aqûb got: “Xwedayê te Xudan alîkariya min kir.”
Îshaq ji Aqûb re got: “Nêzîkî min bibe lawo, ez destê xwe bi te bikim, gelo bi rastî jî tu Esaw î yan na?”
Aqûb nêzîkî bavê xwe Îshaq bû, bavê wî destê xwe pê kir û got: “Deng dengê Aqûb e, lê dest destên Esaw in.”
Wî ew nas nekir, çimkî destên wî wekî destên birayê wî Esaw bipirç bûn. Îshaq ew pîroz kir.
Jê re got: “Bi rastî jî tu Esawê kurê min î?” Aqûb got: “Erê, ez im!”
Îshaq got: “Baş e lawo, de ka rabe hinek ji goştê nêçîra ku te kiriye bîne ku ez bixwim û te pîroz bikim.” Aqûb pêşî xwarin û piştre jî şerab anî. Wî xwar û vexwar.
Bavê wî Îshaq got: “Kurê min nêzîk bibe û min ramûse.”
Ew nêzîkî bavê xwe bû û wî ew ramûsa. Çaxê Îshaq cilên wî bêhn kir, ew pîroz kir û got: “Va ye, bêhna kurê min, Wekî bêhna çolên ku Xudan pîroz kiriye.
Xwedê ji te re ji xunava ezman, Ji adaniya erdê Têr dexil û şeraba nû bide.
Bila gel ji te re xulamiyê bikin Û netewe serî li ber te deynin. Bibe serwerên birayên xwe, Bila kurên diya te serî li ber te bitewînin. Yên ku nifirê li te dikin, bila nifir li wan be. Kesên ku te pîroz dikin, pîroz bibin.”
Piştî ku Îshaq Aqûb pîroz kir û ew ji ba bavê xwe rabû, birayê wî Esaw ji nêçîrê hat.
Wî jî xwarineke bilezet amade kir û ji bavê xwe re anî. Ji bavê xwe re got: “Bavo, rabe ji goştê nêçîra ku min ji te re aniye bixwe ku tu min pîroz bikî.”
Bavê wî Îshaq got: “Tu kî yî?” Wî got: “Ez nixuriyê te me, Esaw im.”
Îshaq lerizî û got: “Lê ewê ku çû nêçîr kir û ji min re anî kî bû? Beriya ku tu bêyî, min xwarina xwe xwar û ew pîroz kir. Êdî yê pîroz ew e.”
Çaxê Esaw gotina bavê xwe bihîst, ew bi şewat qîriya û ji bavê xwe re got: “Min jî pîroz bike, min jî, bavo!”
Îshaq got: “Birayê te bi hîle hat û bereketa te bir.”
Esaw got: “Ma beredayî jê re dibêjin Aqûb? Wî du caran ez xapandim. Wî pêşî mafê min ê nixurîtiyê stand, niha jî bereketa min distîne!” Piştre pirsî û got: “Ma te ji bo min jî tu bereket nehişt?”
Îshaq lê vegerand û got: “Min ew kir serwerê te û min hemû birayên wî jê re kirin xulam. Min ew bi dexil û şeraba nû xweyî kir. Ma ez dikarim ji bo te çi bikim, lawo?”
Esaw jê re got: “Bavo, ma tenê tu dikarî yekî bereket bikî? Min jî bereket bike, bavo!” Esaw bi dengekî bilind giriya.
Bavê wî Îshaq wiha got: “Wê cihê te ji adaniya erdê Û ji xunava ezman dûr be.
Tê bi şûrê xwe bijî Û ji birayê xwe re xulamiyê bikî. Çaxê tu bixwazî azad bibî, Tê nîrê wî yê li ser stûyê xwe bişikênî û bavêjî.”
Ji ber ku bavê wî Aqûb pîroz û bereket kiribû, kîna Esaw li dijî Aqûb zêde bû. Di dilê xwe de got: “Rojên şîna bavê min nêzîk bûne. Ezê birayê xwe Aqûb bikujim.”
Çaxê ji Rebeqayê re hat gotin ku kurê wê yê mezin Esaw çi gotiye, wê şand pey kurê xwe yê biçûk û jê re got: “Binêre, birayê te Esaw bi niyeta kuştina te xwe teselî dike.
Lawo, bi gotina dengê min bike. Zû bireve Heranê ba birayê min Lavan.
Heta ku kela birayê te sar dibe, li ba wî bimîne.
Çaxê ku hêrsa birayê te li te sar bû û ya ku te pê kir ji bîr kir, ezê bişînim pey te û te bînim. Ez çima we herduyan di rojekê de winda bikim?”
Rebeqayê ji Îshaq re got: “Ez ji rûyê wan jinên Hîtîtî ve ji jiyanê têr bûm. Heke Aqûb jî bi keçên vî welatî re, bi keçên Hîtîtî re bizewice, ezê çawa bijîm?”
Îshaq gazî Aqûb kir, ew pîroz kir û got: “Ji keçên Kenaniyan jinê neyîne.
Zû rabe here Paddan-Aramê mala Betûêlê kalikê xwe. Li wir, keçeka xalê xwe Lavan ji xwe re bîne.
Xwedayê Karîndar te pîroz bike, te zêde bike, ziriyeta te pir bike û tu bibî komeke gelan.
Xwedê wê bereketa ku dabû Îbrahîm, bide te û ziriyeta te. Tu wî welatê ku Xwedê dabû Îbrahîm û tu bi xerîbî lê dimînî, ji xwe re bikî milk.”
Îshaq Aqûb bi rê kir. Ew çû Paddan-Aramê ba Lavanê kurê Betûêlê Aramî. Ew birayê Rebeqaya diya xwe û Esaw bû.
Esaw ev dîtin: Îshaq Aqûb pîroz kiriye, şandiye Paddan-Aramê ku jinekê bîne, gava şandiye jê re gotiye: “Tu ji keçên Kenaniyan jinê neyîne”
û herwiha Aqûb jî bi ya dê û bavê xwe kiriye û çûye Paddan-Aramê.
Ji ber ku wî dît keçên Kenanî li ber çavê bavê wî Îshaq ne xweş in,
Esaw çû ba Îsmaîlê kurê Îbrahîm û keça wî, Mahalata xwişka Nevayot anî ser jinên xwe.
Aqûb ji Beêr-Şevayê rabû ber bi Heranê ve çû.
Çaxê gihîşt derekê, li wir sekinî ku şeva xwe derbas bike. Çimkî roj çûbû ava. Wî ji wir kevirek hilanî û danî ber serê xwe ku razê.
Wî di xewna xwe de pêpelûkekê dît ku ji erdê heta ezmanan dirêj dibe. Milyaketên Xwedê pê dihatin xwarê û diçûn jor.
Xudan li ber serê wî sekinî û got: “Ez Xudan, Xwedayê bavkalê te Îbrahîm û Îshaq im. Ezê vî erdê ku tu li ser vezeliyayî bidim te û ziriyeta te.
Wê ziriyeta te wekî toza erdê zêde bibe û hûnê ber bi rojava û rojhilat, ber bi bakur û başûr ve belav bibin. Wê hemû eşîrên li ser rûyê erdê bi te û bi ziriyeta te pîroz bibin.
Ez bi te re me. Li her dera ku tu herî, ezê te biparêzim û te bi şûn de bizivirînim vî welatî. Heta ku ez, wê soza ku min daye te pêk neyînim ez ji te naqetim.”
Çaxê Aqûb ji xew hişyar bû, ji xwe re got: “Bi rastî Xudan li vir e, lê haya min jê nebû.”
Ew tirsiya û got: “Ev çi dereke bi saw e. Ev der Mala Xwedê bi xwe ye, ev dergehê ezmanan e.”
Aqûb serê sibê zû rabû, ew kevirê ku bi şev danîbû ber serê xwe wekî kêlikekî çikand û rûn bi ser de rijand.
Wî navê wê derê Bêt-Êl danî. Navê bajêr ê berê Lûz bû.
Piştre Aqûb soz da û got: “Heke Xwedê bi min re be, di riya ku ez lê diçim de min biparêze û xwarina ez dixwim û cilên ez li xwe dikim bide min
ku ez bi xêr û silamet vegerim mala bavê xwe, wê gavê wê Xudan bibe Xwedayê min.
Bila ew kevirê ku min bi kêlikî çikandiye bibe mala Xwedê. Ji her tiştê ku tu bidî min, ezê dehyekê bidim te.”
Aqûb da rê û hat welatê gelên rojhilat.
Wî dît ku li çolê bîrek hebû. Sê keriyên pêz li ber bîrê mexel bûbûn, çimkî ew ji bîrê dihatin avdan. Kevirekî mezin li ser devê bîrê hebû.
Çaxê hemû kerî li wê derê diciviyan, şivanan kevir ji ser devê bîrê gêr dikir û av didan pezê xwe. Piştre dîsa kevir datanîn ser devê bîrê.
Aqûb ji şivanan pirsî û got: “Birano, hûn ji ku ne?” Wan got: “Em ji Heranê ne.”
Wî got: “Ma hûn Lavanê neviyê Nahor nas dikin?” Wan lê vegerand û got: “Erê em nas dikin.”
Aqûb pirsî: “Çawa ye, baş e?” Wan got: “Baş e. Keça wî Rahêl bi pez re tê.”
Wî ji wan re got: “Binêrin, hê ji êvarê re pir heye. Ne wextê komkirina keriyan e. Pezê xwe av bidin û bibin biçêrînin.”
Wan got: “Heta ku hemû kerî kom nebin û kevir ji ser devê bîrê neyê gêrkirin, nabe. Tenê wî çaxî em dikarin pez av bidin.”
Hê dema ew bi wan re dipeyivî Rahêl bi keriyê bavê xwe re hat. Çimkî ew şivan bû.
Gava Aqûb Rahêla keça Lavanê xalê xwe û keriyê wê dîtin, çû kevir ji ser devê bîrê rakir û pezê xalê xwe av da.
Piştre Aqûb Rahêl maçî kir û bi dengekî bilind giriya.
Wî ji Rahêlê re got ew ji aliyê bavê wê ve mirovên hev in û ew kurê Rebeqayê ye. Rahêl rabû, beziya çû ji bavê xwe re got.
Lavanê ku bihîst Aqûbê xwarziyê wî hatiye, bi lez çû pêşiya wî. Lavan ew hembêz kir, ramûsa û anî mala xwe. Aqûb hemû tişt ji Lavan re gotin.
Lavan jê re got: “Bi rastî tu xwîn û goştê min î.” Piştî ku Aqûb mehekê li ba wî ma,
Lavan jê re got: “Tu merivê min î, lê nabe ku tu belaş ji min re bixebitî. Ka bêje heqê te çi ye?”
Du keçên Lavan hebûn. Ya mezin Lêa, ya biçûk jî Rahêl bû.
Çavên Lêayê xweşik bûn, lê bi her awayî Rahêl bedew û delaltir bû.
Dilê Aqûb ket Rahêlê. Wî got: “Ezê ji bo keça te ya biçûk Rahêlê heft salan xulamiya te bikim.”
Lavan got: “Ma ezê yekî ji te çêtir bibînim? Were û li ba min bimîne.”
Aqûb ji bo Rahêlê heft salan xebitî. Lê ev jê re wekî çend rojan bû. Çimkî wî ji Rahêlê gelekî hez dikir.
Paşê Aqûb ji Lavan re got: “Qewlê min temam bû. Êdî keça xwe bide ku em bizewicin.”
Lavan hemû xelkê wê derê civand û şahiyek çêkir.
Gava bû êvar wî keça xwe Lêayê ji Aqûb re bir û ew pê re raza.
Lavan Zîlpaya cariyeya xwe da xizmeta Lêayê.
Çaxê bû sibe, Aqûb dît ku Lêa ye! Wî ji Lavan re got: “Ev çi bû ku te bi min kir? Ez ji bo Rahêlê li ba te xebitîbûm. Çima te ez xapandim?”
Lavan lê vegerand û got: “Li ba me adet e, heta ku keçika mezin di malê de be, ya biçûk nadin mêr.
Tu vê heftiyê temam bike, emê Rahêlê jî bidin te. Lê divê tu ji bo wê jî heft salan bixebitî.”
Aqûb gotina wî qebûl kir. Wî heftiyekê bi Lêayê re temam kir û piştre Lavan keça xwe Rahêlê da wî.
Lavan Bîlhaya cariyeya xwe jî da xizmeta Rahêlê.
Aqûb bi Rahêlê re raza û wî ji Lêayê bêtir ji Rahêlê hez kir. Aqûb heft salên din ji Lavan re xebitî.
Çaxê Xudan dît ku Lêa nayê hezkirin, wî malzaroka wê vekir. Lê Rahêl kordunde bû.
Lêa bi zaro ma û kurek anî. Wê navê wî Rûbên danî Lêayê got: “Xudan xemgîniya min dît. Bêguman êdî wê mêrê min ji min hez bike.”
Ew careke din bi zaro ma û wê kurekî din anî. Wê got: “Ji ber ku Xudan bihîst ez nayêm hezkirin, wî ev kurik jî da min.” Wê navê wî Şimûn danî.
Lêa careke din jî bi zaro ma û kurekî din anî. Wê got: “Niha êdî wê mêrê min bi min ve bê girêdan. Çimkî min jê re sê kur anîn.” Wê navê kurê xwe Lêwî danî.
Ew dîsa bi zaro ma û kurekî din anî. Got: “Ezê pesnê Xudan bidim.” Wê navê kurê xwe Cihûda danî û demekê zarok neanîn.
Çaxê Rahêlê dît ku tu zarokan nayîne, ew hesidî xwişka xwe. Wê ji Aqûb re got: “Bike ku zarokan bînim an na ezê bimirim.”
Hêrsa Aqûb li wê rabû û got: “Ma ez dikarim cihê Xwedê bigirim ku nahêle tu zarokan bînî?”
Wê got: “Va ye, cariyeya min Bîlha. Here ba wê, bila ji min re zarokekî bîne ku ez pê karibim malê ava bikim.”
Rahêlê Bîlhaya cariyeya xwe bi jinîtî da wî. Aqûb çû ba wê.
Ew bi zaro ma û ji Aqûb re kurekî anî.
Rahêlê got: “Xwedê ez rast dîtim, dengê min bihîst û kurek da min.” Ji ber vê yekê wê navê kurik Dan danî.
Bîlhaya cariyeya Rahêlê dîsa bi zaro ma û kurekî din da Aqûb.
Rahêlê got: “Li dijî xwişka xwe serfiraz bûm û bi ser ketim.” Wê navê kurik Neftelî danî.
Çaxê Lêayê dît ku nema zarokan tîne, wê Zîlpaya cariyeya xwe bi jinîtî da Aqûb.
Zîlpaya cariyeya Lêayê ji Aqûb re kurek anî.
Lêayê got: “Oxira min geş e!” Wê navê wî Gad danî.
Zîlpaya cariyeya Lêayê kurekî din da Aqûb.
Lêayê got: “Ez çiqas dilşa me! Wê jin ji min re bêjin dilşa.” Wê navê kurik Aşêr danî.
Di dema dirûna genim de Rûbên çû nav zeviyê, hinek sêvikên evînê dîtin û ew anî da diya xwe Lêayê. Rahêlê ji Lêayê re got: “Rica dikim tu hinek ji wan sêvikên evînê ku kurê te aniye bidî min.”
Lê Lêayê got: “Te mêrê min stand, ne bes bû? Tu niha rabûyî û sêvikên evînê yên kurê min dixwazî?” Rahêlê got: “Baş e, bila ji dêla sêvikên evînê yên kurê te, ew îşev bi te re razê.”
Wê êvarê gava Aqûb ji zeviyê hat, Lêa çû pêşiya wî û got: “Divê tu bi min re têkevî nav nivînan. Min tu bi sêvikên evînê yên kurê xwe kirê kirî.” Aqûb wê şevê pê re raza.
Xwedê Lêa bihîst û ew bi zaro ma û wê kurê pêncan da Aqûb.
Lêayê got: “Ji ber ku min cariyeya xwe da mêrê xwe, Xwedê xelat da min.” Wê navê kurik, Îssexar danî.
Lêa dîsa bi zaro ma û kurê şeşan da Aqûb.
Piştre Lêayê got: “Xwedê diyariyeke baş da min. Êdî wê mêrê min rûmetê bide min, çimkî min jê re şeş kur anîn.” Navê wî Zevûlon danî.
Piştre Lêayê keçikek anî û navê wê Dîna danî.
Xwedê Rahêlê bi bîr anî, wî ew bihîst û malzaroka wê vekir.
Rahêl bi zaro ma, kurek anî û got: “Xwedê şerma min hilanî.”
Wê navê kurik Ûsiv danî û got: “Bila Xudan kurekî din bide min.”
Piştî ku Rahêlê Ûsiv anî, Aqûb ji Lavan re got: “Bihêle ez herim mala xwe û ser axa xwe.
Jin û zarokên min bide min, ez bidim rê. Ez ji bo wan ji te re xebitîm. Tu dizanî ku ez çiqas ji te re xebitîm.”
Lê Lavan jê re got: “Heke dilê te bi min xweş be, ji kerema xwe li vir bimîne. Çimkî bi rimildarî ez têgihîştim ku Xudan ji rûyê te ez pîroz kirime.
Heqê te çi ye bêje, ezê bidim.”
Aqûb jê re got: “Tu dizanî ku ez çawa ji te re xebitîme û ez çawa li keriyên te bûme xweyî.
Beriya hatina min, malê te hindik bû, niha zêde û belav bûye. Bi her tiştê ku min kir, Xudan tu pîroz kirî. Ezê kengê ji bo mala xwe bixebitim?”
Lavan pirsî: “Ez çi bidim te?” Aqûb lê vegerand û got: “Tu tiştekî nede min. Lê heke tu qebûl bikî, ezê dîsa keriyên pezê te biçêrînim û li heywanên te binêrim.
Bihêle îro ez di nav keriyên te de bigerim, miyên bi deq û belek, hemû berxên reş û bizinên belek û bi deq veqetinîm. Bila ew bibin heqê min.
Çaxê ji îro û pê ve tu bêyî û li heqê ku te daye min binêrî, tê rastbûna min fêm bikî: Hemû bizinên min ên bêdeq û nebelek û hemû berxên min ên nereş, kifş e ku min ew dizîne.”
Lavan got: “Baş e, bila li gorî gotina te be.”
Wê rojê Lavan hemû nêriyên bi deq û belek, hemû bizinên bi deq û bi xet û hemû berxên reş veqetandin û kurên xwe danî ber.
Paşê bi qasî riya sê rojan ji Aqûb dûr ket. Aqûb şivantiya keriyên din ên Lavan kir.
Aqûb ji darên spîndar, behîv û çinaran şaxên teze jêkirin, ew qeşartin û belek kirin.
Çaxê fahlbûna pez, min darikên qeşartî datanî pêşiya pez, ser cirnên ku pez jê avê vedixwe.
Gava pez li ber darikên belek fahl dibû, berxên bi xet, deq û belek diziyan.
Aqûb berx vediqetandin û berê keriyên xwe bi aliyê pezê reş û kever yê Lavan ve dikir. Wî keriyê xwe cuda dikir û nedixist nav keriyê Lavan.
Çaxê pezê xurtir fahl dibû, ji bo ku di nav darikên qeşartî de fahl bibin, wî darik li ber çavên wan dixistin cirnên avê.
Lê ji bo pezê qels wî darik nedidan pêş wan. Bi vî awayî yên qels ji Lavan re diçûn û yên xurt jî dibûn ên Aqûb.
Êdî Aqûb gelek dewlemend bûbû. Gelek keriyên pez û dewar, xulam, xadim, deve û kerên wî çêbûn.
Aqûb bihîst ku kurên Lavan dibêjin: “Aqûb hemû malê bavê me bir. Tevahiya dewlemendiya xwe, ji malê bavê me civand.”
Aqûb di rûyê Lavan de ferq kir ku êdî wekî berê pê re tevnagere.
Xudan ji Aqûb re got: “Vegere welatê bav û kalên xwe, ba mirovên xwe. Ezê bi te re bim.”
Li ser vê yekê Aqûb şand pey Lêa û Rahêlê ku bên wê zeviya kerî lê ye.
Wî ji wan re got: “Ez dibînim ku bavê we ji bo min ne wekî berê ye, lê Xwedayê bavê min bi min re ye.
Hûn dizanin ku ez bi hemû hêza xwe ji bo bavê we xebitîm.
Lê bavê we ez xapandim û deynê min ê ku lê bû deh caran guhert. Lê Xwedê nehişt ku xisarê bide min.
Heke wî bigota: ‘Wê yên belek ji te re bin,’ wê hemû pez belek biza. Lê heke wî bigota: ‘Wê yên bi xet ji te re bin,’ wê hemû pez bi xet biza.
Xwedê keriyên bavê we jê standin û dan min.
“Carekê dema pez fahl bû min xewnek dît û gava min serê xwe rakir, min dît nêriyên ku fahl dibin xetxetî, belek û bi deq bûn.
Milyaketê Xwedê di xewnê de ji min re got: ‘Aqûb!’ Min got: ‘Keremke!’
Wî got: ‘Bala xwe bidê, ew nêriyên ku fahl dibin hemû xetxetî, belek û bi deq in. Çimkî min her tiştê ku Lavan bi te kir dît.
Ez Xwedayê Bêt-Êlê me, ew cihê ku te lê kêlikek bi rûnkirinê kifş kir û ji min re soz da û got: Niha rabe ji vî warî derkeve û vegere welatê ku tu lê çêbûyî.’”
Rahêl û Lêayê got: “Ma êdî di mala bavê me de par û mîrasa me heye?
Ma di çavê wî de em ne xerîb in? Çimkî wî ne tenê em firotin, lê heq û berdêla me jî xwar.
Bi rastî hemû hebûna ku Xwedê ji bavê me stand, ya me û ya zarokên me ye. Niha her tiştê ku Xwedê ji te re gotiye, bike.”
Aqûb rabû, jin û zarokên xwe li deveyan siwar kirin,
hemû heywanên xwe û hemû malê ku li Paddan-Aramê qezenc kiribû hildan û berê xwe da welatê Kenanê ba Îshaqê bavê xwe.
Di wan rojan de Lavan çûbû miyên xwe hevring bike û Rahêlê pûtên malê yên bavê xwe dizîn.
Aqûb jî Lavanê Aramî xapand û jê re negot ku wê here.
Wî her tiştê xwe hilda û reviya. Ew di Feratê re derbas bû û berê xwe da aliyê herêma çiyayî ya Gîladê.
Di roja sisêyan de ji Lavan re hat gotin ku Aqûb reviyaye.
Lavan mirovên xwe hildan, heft rojan da pey Aqûb û li herêma çiyayî ya Gîladê gihîşt wî.
Lê Xwedê bi şev hat xewna Lavanê Aramî û jê re got: “Hay ji xwe hebe! Ji Aqûb re ne tiştekî baş û ne jî tiştekî xerab nebêje.”
Dema Lavan gihîşt Aqûb, wî konê xwe li çiyê danîbû. Lavan jî bi zilamên xwe re li herêma çiyayî ya Gîladê kon vedabû.
Lavan ji Aqûb re got: “Ev çi ye ku te kir? Te ez xapandim, keçên min hildan û wekî dîlên şer birin.
Tu çima bi dizî reviyayî û te ez xapandim? Te çima ji min re negot? Minê tu bi şahî, bi stranan, bi def û çengê bişanda.
Te nehişt ku ez keçên xwe û neviyên xwe ramûsim û bişînim. Te tiştekî ehmeqî kir.
Qeweta min heye ku ez xerabiyê bi we bikim, lê şeva din Xwedayê bavê te ji min re got: ‘Hay ji xwe hebe! Tiştekî bi Aqûb neke, ne bi başî, ne jî bi xerabî.’
Ji ber ku te pir bêriya mala bavê xwe kiriye tu çûyî, lê te çima îlahên min dizîn?”
Aqûb ji Lavan re got: “Ez tirsiyam, çimkî min got tê bi zorê keçên xwe ji min bistînî.
Lê tu îlahên xwe bi kê re bibînî, wê nema bijîn. Li pêş van zilaman bigere û heke di nav tiştên me de, tiştekî te hebe, hilde.” Aqûb nizanibû ku Rahêlê ew dizîne.
Li ser vê yekê Lavan ket konê Aqûb, konê Lêayê û konê herdu cariyeyan, lê wî tiştek nedît. Ji konê Lêayê derket û ket konê Rahêlê.
Rahêlê pûtên malê hildabûn, xistibûn nav kurtanê deveyê û li ser rûniştibû. Lavan li hemû derên kon geriya, lê pût nedîtin.
Rahêlê ji bavê xwe re got: “Ezbenî nexeyide ku ez ji ber te ranabim. Çimkî ez bi nexweşiya jinan ketime.” Lavan geriya, lê wî tu pût nedîtin.
Aqûb hêrs bû û bi Lavan re devjenî kir. Wî got: “Neheqiya min çi ye? Min çi guneh kiriye ku te wisa da pey min?
Niha tu li nav hemû tiştên min geriyayî, ma te tiştekî xwe dît? Heke te dîtibe deyne pêşiya min û van kesan. Bila ew navbeynkariyê bikin û biryarê bidin.
Ev bîst sal e ku ez li ba te me. Mî û bizinên te ber neavêtin û min beranekî jî, ji keriyê te nexwariye.
Pezê te yê ku heywanên çolê li wan xistin min ji te re neanî, min bi xwe zirara wan dida. Çi bi şev, çi bi roj, heywanên dihatin dizîn, te berdêla wê ji min dixwest.
Germa rojê û germa şevê ez perîşan dikirim. Xew nediket çavê min.
Bi vî awayî bîst salan min xulamiya te kir. Ez ji bo du keçên te çardeh û ji bo pezê te jî şeş salan xebitîm. Te deh caran deynê min guhert.
Heke Xwedayê bavê min, ango Xwedayê Îbrahîm û Xwedayê ku Îshaq jê ditirse bi min re nebûya, bêguman tê niha ez destvala bişandama. Lê Xwedê zehmetiya min û keda destên min dît û şeva çûyî hat xewna te.”
Lavan li Aqûb vegerand û got: “Ew jin, keçên min in, ew zarok, zarokên min in, keriyên pêz jî keriyên min in. Her tiştê ku tu dibînî yê min e. Lê îro ez dikarim çi bi keçên xwe û zarokên wan bikim?
Niha were ez û tu, em peymanekê çêkin û bila ew di navbera me de bibe şahid.”
Aqûb kevirek hilda û ew wekî kêlik çikand.
Wî ji mirovên xwe re got: “Hinek keviran bidin hev.” Wan kevir kom kirin û li wir nan xwarin.
Lavan navê şikêra keviran Yegar-Şahadûta, Aqûb jî navê wê Galêd danî.
Lavan got: “Îro ev şikêra keviran di navber min û te de şahid e.” Ji ber vê yekê ji şikêrê re Galêd hat gotin.
Jê re Mîspa jî tê gotin. Çimkî Lavan got: “Em ji hev dûr jî bin, bila Xudan bibe şahidê me.
Heke tu keçên min biêşînî, yan tu hewiyan bînî ser wan, kes li ba me nebe jî, bi bîr bîne ku Xwedê di navber min û te de şahid e.”
Lavan berdewam kir û ji Aqûb re got: “Va ye şikêra keviran û kêlika ku min çikandiye.
Bila ev kom şahidek û ev kêlik şahidek be ku ezê ji vê komê derbas nebim û xerabiyê bi te nekim. Tê jî, ji vê kom û ji vî kêlikî derbas nebî û xerabiya min nekî.
Xwedayê Îbrahîm, Nahor û bavê wan, bila di navbera me de dadger be.” Aqûb bi navê Xwedayê ku Îshaq jê ditirse sond xwar.
Wî li ser çiyê qurbanek serjê kir û zilamên xwe gazî xwarinê kir. Wan xwarina xwe xwar û şeva xwe li herêma çiyayî derbas kir.
Serê sibê zû Lavan keç û neviyên xwe ramûsan û ew pîroz kirin. Piştre ew vegeriya mala xwe.
Çaxê Aqûb da rê, milyaketên Xwedê rastî wî hatin.
Gava Aqûb ew dîtin, wî got: “Ev artêşgeha Xwedê ye.” Wî navê wê derê Mahanayîm danî.
Aqûb li pêşiya xwe qasid şandin ba birayê xwe Esawê ku li axa Seîra welatê Edomê dima.
Wî li wan emir kir û got: “Ji xweyê min Esaw re wiha bêjin: ‘Xulamê te Aqûb dibêje: Ez li ba Lavan wekî xerîbekî mam û heta niha jî wisa me.
Min ga, ker, pez, xulam û xadim qezenc kirin. Niha ez vê xeberê ji xweyê xwe re dişînim ku dilê wî bi min xweş be.’”
Gava qasid li Aqûb vegeriyan, wan got: “Em çûn ba birayê te Esaw. Va ye ew jî bi çar sed zilamên xwe re tê pêşiya te.”
Aqûb gelek tirsiya û aciz bû. Wî mirovên xwe, pez, dewar û deve kirin du beş.
Wî got: “Heke Esaw were û êrîşî beşekî bike, wê beşê mayî bireve.”
Aqûb dua kir û got: “Ya Xwedayê bavkalê min Îbrahîm, Xwedayê bavê min Îshaq, ya Xudan! Te ji min re got: ‘Vegere welatê xwe, ba mirovên xwe, ezê qenciyê li te bikim.’
Ez ne hêjayî wê hemû dilsozî û dilovaniyê me ku te nîşanî xulamê xwe da. Çaxê ez di vî Çemê Şerîayê re derbas bûm, tenê şivdarê min hebû, lê niha ez bûme du beş.
Ji kerema xwe min ji destê birayê min Esaw biparêze. Çimkî ditirsim ew were û êrîşî min, zarokan û dayikên wan bike.
Te ji min re got: ‘Ezê te bi ser bixim û ziriyeta te wekî sêlaka deryayê ku nayê jimartin zêde bikim.’”
Aqûb şeva xwe li wir borand û ji her tiştên ku pê re hene, wî diyariyek ji birayê xwe Esaw re veqetand.
Wî ji Esaw re du sed bizin û bîst nêrî, du sed mî û bîst beran,
sî deveyên mê û biçûkên wan, çil çêlek û deh conega, bîst maker û deh ker cuda kirin.
Wî heywanên bi xwe re kerî bi kerî ji hev veqetandin. Gazî xulaman kir û got: “Bidin pêşiya min. Bila her kerî ji hev dûr bin.”
Wî li xulamê xwe yê pêşî emir kir û got: “Çaxê birayê min Esaw rastî te tê û ji te dipirse: ‘Tu kî yî, bi ku ve diçî û xweyê van heywanan kî ye?’
Tê bêjî: ‘Ev keriyên xulamê te Aqûb in. Ew wan wekî diyarî ji xweyê xwe Esaw re dişîne û va ye ew jî li pey me tê.’”
Bi vî awayî wî li yê diduyan, sisêyan û li hemûyên ku li pey kerî diçûn emir kir û got: “Çaxê hûn Esaw dibînin, eynî tiştî jê re bêjin.
Ji bîr nekin bêjin: ‘Va ye Aqûbê xulamê te li pey me tê.’” Çimkî Aqûb ji xwe re got: “Ezê wî bi van diyariyan nerm bikim. Paşê, çaxê ez wî bibînim, belkî ew min qebûl bike.”
Aqûb diyariyên xwe li pêş şand û şeva xwe li dera ku mabû derbas kir.
Wê şevê Aqûb rabû, rahişt herdu jinên xwe, herdu cariyeyên xwe û yanzdeh kurên xwe û di bihorê Çemê Yabboqê re derbas bû.
Piştî ku wî ew derbasî aliyê din ê avê kirin, wî hemû malê xwe jî da derbaskirin.
Aqûb bi tenê ma û mirovekî heta ber destê sibê pê re gulaş girt.
Gava wî dît ku bi ser nakeve, wî li kemaxa Aqûb xist û hestiyê qorika Aqûb ji cih derket.
Zilêm ji Aqûb re got: “Min berde ez herim, va ye roj hiltê.” Lê Aqûb got: “Heta ku tu min pîroz nekî, ez te bernadim.”
Zilêm got: “Navê te çi ye?” Wî got: “Aqûb.”
Zilêm got: “Êdî wê ji te re Aqûb neyê gotin, lê wê Îsraêl bê gotin. Çimkî te bi Xwedê û bi mirovan re rikeberî kir û tu bi ser ketî.”
Aqûb jê re got: “Ji kerema xwe navê xwe ji min re bêje.” Wî got: “Tu çima li navê min dipirsî?” Rabû Aqûb li wir pîroz kir.
Aqûb navê wê derê Peniyêl danî û got: “Min Xwedê rû bi rû dît, dîsa jî ez sax mam.”
Çaxê Aqûb ji wir derbas bû, roj li ser avê dibiriqî. Aqûb ji ber qorika xwe dikuliya.
Ji ber vê yekê, heta roja îro gelê Îsraêl kirkirkê ser qorikê naxwin. Çimkî serê qorika Aqûb derb xwaribû.
Aqûb serê xwe rakir û dît ku va ye Esaw bi çar sed mirovên xwe re tê. Wî zarok di nav Lêa, Rahêl û herdu cariyeyan de kirin du beş.
Wî carî û zarokên wan li pêş, Lêa û zarokên wê li pey û Rahêl û Ûsiv danî paşiyê.
Aqûb bi xwe derbasî pêşiyê bû û çaxê ku nêzîkî birayê xwe bû, heft caran xwe tewand erdê.
Lê Esaw bezî hat pêşiya wî, ew hembêz kir, xwe avêt stûyê wî û ew ramûsa. Herdu jî giriyan.
Piştre Esaw serê xwe rakir, li jin û li zarokan nêrî û got: “Ev kesên bi te re kî ne?” Aqûb got: “Ev zarokên xulamê te ne ku kerema Xwedê ne.”
Carî bi zarokên xwe re nêzîk bûn û xwe tewandin.
Piştre Lêa û zarokên xwe nêzîk bûn û xwe tewandin. Di dawiyê de Ûsiv û Rahêl nêzîk bûn û xwe tewandin.
Esaw pirsî û got: “Ev koma ku ez lê rast hatim, tê çi wateyê?” Aqûb got: “Ji bo ku dilê xweyê min bi min xweş be.”
Lê Esaw got: “Bi qasî ku têra min bike malê min heye. Bila malê te ji te re be.”
Aqûb got: “Nexêr ji kerema xwe, heke dilê te bi min xweş be, tu vê diyariya min qebûl bike. Dîtina rûyê te, wekî dîtina rûyê Xwedê ye. Çimkî te ez bi serbilindî qebûl kirim.
Ji kerema xwe, vê diyariya ku min ji te re aniye qebûl bike. Çimkî Xwedê li min hat rehmê û her tiştê min heye.” Ji ber ku Aqûb pir bi ser ve çû, Esaw qebûl kir.
Piştre Esaw got: “De em herin, ezê bidim pêşiya te.”
Lê Aqûb jê re got: “Ezbenî, tu dizanî ku zarok hûr in û divê ez bala xwe bidim pez û dewarên şîr. Heke rojeke din jî em wan bajon, wê hemû telef bibin.
Bila xweyê min li pêşiya xulamê xwe here. Ezê li gorî rêveçûna heywan û zarokan hêdî hêdî bêm, heta ku ez li Seîrê bigihîjim te.”
Esaw got: “Wî çaxî bihêle ez çend kesan bi te re bihêlim.” Aqûb got: “Çima? Tenê ez dixwazim dilê xweyê min bi min xweş be.”
Wê rojê Esaw ji bo ku vegere Seîrê da rê.
Aqûb jî koçî Sûkkotê kir, li wê derê ji xwe re xanî ava kir û ji pezê xwe re gom çêkirin. Ji ber vê yekê ji wî cihî re Sûkkot tê gotin.
Piştî ku Aqûb ji Paddan-Aramê hat, ew bi ewlehî gihîşt bajarê Şexema welatê Kenanê û li pêş bajêr kon veda.
Wê zeviya ku kon lê veda, ji kurên Hamor, ji bavê Şexem bi sed perçe zîvî kirî.
Li wir gorîgehek çêkir û navê wê derê kir “Êl-Êlohê-Îsraêl.”
Dînaya keça Aqûb a ji Lêayê, rojekê derket ku jinên herêmê ziyaret bike.
Çaxê Şexemê kurê Hamorê Hîwiyê mîrê herêmê ew dît, girt bi zorê pê re raza û nizim kir.
Dilê wî ket keça Aqûb, wî ji wê hez kir û bi dilovanî pê re peyivî.
Şexem ji bavê xwe Hamor re got: “Vê keçikê ji min re bixwaze.”
Çaxê Aqûb bihîst ku keça wî Dîna hatiye qirêjkirin, kurên wî li çolê li ber pezê wî bûn. Heta ku ew hatin mal, Aqûb dengê xwe dernexist.
Hamorê bavê Şexem ji bo ku bi Aqûb re bipeyive çû ba wî.
Di vê navberê de kurên Aqûb ji çolê vedigeriyan. Gava wan ev yek bihîst, gelek dilêş û hêrs bûn. Çimkî Şexem bi keça Aqûb re razabû û li welatê Îsraêl kirêtî kiribû. Divê ev yek qet nehata kirin.
Lê Hamor ji wan re got: “Dilê kurê min Şexem ketiye keça we. Ji kerema xwe wê bidin wî.
Em bibin merivên hev. Keçên xwe bidin me û keçên me ji xwe re bibin.
Hûn dikarin di nav me de bijîn, welat li ber we ye. Tê de rûnin, bazirganiyê bikin û bibin xweyî mal û milk.”
Şexem ji bav û birayên Dînayê re got: “Bila dilê we bi min xweş be, hûn çi bixwazin ezê bidim we.
Hûn çiqas qelen û diyarî bixwazin ezê bidim. Tenê keçikê bidin min.”
Ji ber ku Dînaya xwişka wan hatibû qirêjkirin, kurên Aqûb bi hîle bi Şexem û bavê wî Hamor re peyivîn.
Wan got: “Nabe, em nikarin xwişka xwe bidin mirovekî bêsinet. Ev ji me re şerm e.
Tenê em dikarin bi şertekî razî bibin: Hemû mêrên we sinet bibin û bibin wekî me.
Wî çaxî emê keçên xwe bidin we û keçên we ji xwe re bînin. Emê di nav we de bijîn û bibin miletek.
Lê heke hûn qebûl nekin û sinet nebin, emê xwişka xwe bibin û herin.”
Ev pêşniyara wan, bi dilê Hamor û kurê wî Şexem bû.
Xortê ciwan ê ku di hemû mala bavê xwe de yê herî birûmet bû, dereng nema û tiştê ku wan got, kir. Çimkî ew dildarê keça Aqûb bû.
Hamor û Şexemê kurê wî çûn ber dergehê bajêr ku bi mêrên bajêr re bipeyivin. Wan got:
“Ev mirov bi me re dost in. Bila li welatê me bijîn, tê de bazirganiyê bikin. Welatê me têra xwe berfireh e, têra me û wan dike. Em dikarin keçên wan ji xwe re bînin û keçên xwe bidin wan.
Lê ew mirov, bi tenê bi şertê ku hemû mêrên me jî wekî wan sinet bibin, wê razî bibin ku bi me re bijîn û bi wan re bibin miletek.
Ma bi vî awayî wê keriyên wan, malê wan û hemû heywanên wan nebin ên me? Werin em bi wan re li hev bikin û bila bi me re bijîn.”
Hemû mêrên bajêr gotina Hamor û kurê wî Şexem qebûl kirin û sinet bûn.
Piştî sê rojan, dema tevahiya mêran êşa sinetbûnê dikişandin, du kurên Aqûb, birayên Dînayê Şimûn û Lêwî, şûrên xwe hildan, bêtirs ketin bajêr û hemû mêr kuştin.
Wan Hamor û kurê wî Şexem jî dan ber şûran, Dîna ji mala Şexem derxistin û çûn.
Hemû kurên Aqûb hatin ser laşan û bajarê ku xwişka wan lê hatibû qirêjkirin, talan kirin.
Pez, dewar, ker û her tiştên wan ên ku li bajêr û li çolê bûn, hildan.
Hemû mal, jin û zarokên xwe birin, her tiştên li malên wan talan kirin.
Aqûb ji Şimûn û ji Lêwî re got: “We Kenanî û Perîzziyên ku li vî welatî rûdinin ji min re kir dijmin û belayek anî serê min. Em hindik in, heke ew hêza xwe li dijî min bikin yek û êrîşî min bikin, ezê bi malbata xwe re tune bibim.”
Jê re got: “Tiştê ku bi fahîşekê re dike, çawa dikare bi xwişka me re bike?”
Xwedê ji Aqûb re got: “Here hilkişe Bêt-Êlê û li wir bi cih bibe. Li wir ji Xwedê re gorîgehekê çêke. Çaxê ku tu ji ber birayê xwe Esaw reviyabûyî, Xwedê li wir li te xuya bû.”
Aqûb ji maliyên xwe û ji hemû kesên li ba xwe re got: “Îlahên xwe yên xerîb ên ku bi we re ne bavêjin, xwe paqij bikin û cilên xwe biguherin.
Werin em derkevin Bêt-Êlê. Ezê li wir ji wî Xwedayê ku di roja teng de bersiva min da û li her dera ku ez çûmê, ez bi tenê nehiştim re gorîgehekê çêkim.”
Wan hemû îlahên xerîb ên bi xwe re û guharên xwe dan Aqûb û wî ew li bin darberûya li Şexemê veşartin.
Wan bar kir û tirsa Xwedê bi ser bajarên bi der û dora wan ve hat û kesî neda pey wan.
Aqûb û hemû kesên pê re hatin Lûza welatê Kenanê. Navekî din ê Bêt-Êlê jî Lûz bû.
Li wir wî gorîgehek çêkir û navê wê “Êl-Bêt-Êl” danî. Çimkî çaxê ew ji ber birayê xwe reviyabû, Xwedê xwe li wê derê nîşanî wî dabû.
Gava dadika Rebeqayê Debora mir, ew li bin darmaziya biniya Bêt-Êlê veşartin. Li ser vê yekê, navê darê Allon-Baxût hat danîn.
Piştî ku Aqûb ji Paddan-Aramê vegeriya, Xwedê dîsa lê xuya bû û ew pîroz û bereket kir.
Xwedê jê re got: “Navê te Aqûb e, lê ji niha pê ve wê ji te re nebêjin Aqûb, wê navê te Îsraêl be.” Bi vî awayî wî navê Îsraêl lê danî.
Xwedê jê re got: “Ez Xwedayê Karîndar im. Zêde û berdar bibe. Wê ji te miletek û komeke miletan çêbe û tê bibî bavkalê padîşahan.
Wî welatê ku min dabû Îbrahîm û Îshaq, ezê bidim te jî û piştî te ezê wî welatî bidim ziriyeta te.”
Piştre Xwedê ji ba wî, ji wê dera ku pê re peyivîbû, hilkişiya jor.
Aqûb li dera ku Xwedê pê re peyivîbû kêlikek çikand. Wî li ser zeyt û pêşkêşiya rijandinê rijandin.
Aqûb navê wê dera ku Xwedê pê re peyivîbû Bêt-Êl danî.
Piştre wan ji Bêt-Êlê bar kir. Hê negihîştibûn Efratê, Rahêlê zarok anî û êşeke mezin kişand.
Gava Rahêlê di çaxê zarokanînê de êşeke mezin dikişand, pîrikê got: “Netirse, kurekî te yê din çêdibe.”
Lê Rahêl li ber mirinê bû. Beriya ku bimire wê navê wî Ben-Onî danî. Lê bavê wî navê kurê xwe Binyamîn danî.
Rahêl mir û li ser riya Efratê –ku Bêtlehem e– hat veşartin.
Aqûb li ser gora Rahêlê kêlikek çikand û ev kêlik heta îro jî gora Rahêlê nîşan dide.
Îsraêl dîsa bar kir û konê xwe li seriya Birca Êderê danî.
Çaxê Îsraêl li wê herêmê dima, Rûbên çû û bi Bîlhaya cariyeya bavê xwe re raza. Dema Îsraêl ev bihîst, gelekî hêrs bû. Duwanzdeh kurên Aqûb hebûn.
Kurên ji Lêayê: Rûbênê nixuriyê Aqûb, Şimûn, Lêwî, Cihûda, Îssexar û Zevûlon.
Kurên ji Rahêlê: Ûsiv û Binyamîn.
Kurên ji Bîlhaya cariyeya Rahêlê: Dan û Neftelî.
Kurên ji Zîlpaya cariyeya Lêayê: Gad û Aşêr. Kurên Aqûb ên ku li Paddan-Aramê çêbûbûn, ew bûn.
Aqûb li Mamrê hat ba Îshaqê bavê xwe ku nêzîkî Qîryat-Arbayê bû û Îbrahîm û Îshaq bi xerîbî lê mabûn. Qîryat-Arba Hevron e.
Îshaq sed û heştê sal kir.
Ew kal bû û ji jiyanê têrbûyî wî ruhê xwe da, mir û gihîşt pêşiyên xwe. Kurên wî Esaw û Aqûb ew veşartin.
Qeyda ziriyeta Esaw ango Edom:
Esaw jinên xwe ji keçên Kenanî anîn: Edaya keça Elonê Hîtîtî, Oholîvama keça Ena ya neviya Sîvonê Hîwî
û Basemata xwişka Nevayot a keça Îsmaîl.
Edayê ji Esaw re Êlîfaz anî, Basematê Reûêl anî û
Oholîvamayê jî Yeûş, Yalam û Qorax anîn. Kurên Esaw ên ku jê re li welatê Kenanê çêbûn ev bûn.
Esaw jinên xwe, kurên xwe, keçên xwe û hemû mirovên mala xwe hildan, bi pez, hemû heywan û malê xwe yê ku li welatê Kenanê bi dest xistibû re bar kir welatekî din û ji birayê xwe Aqûb veqetiya.
Malên wan ewqas pir bûn ku nikaribûn bi hev re bimînin. Ji ber ku heywanên wan zêde bû, welatê ku lê diman têra wan nedikir.
Esaw ango Edom, li herêma çiyayî ya Seîrê rûnişt.
Qeyda ziriyeta Esawê bavkalê Edomiyên ku li herêma çiyayî ya Seîrê diman ev e:
Navê kurên Esaw ev in: Êlîfaz, kurê Esaw ê ji Edayê û Reûêl, kurê Esaw ê ji Basematê.
Kurên Êlîfaz: Têman, Omar, Sefo, Gatam û Qenaz.
Tîmnaya cariyeya Êlîfazê kurê Esaw ji Êlîfaz re Emalêq anî. Ev neviyên Edaya jina Esaw bûn.
Kurên Reûêl: Nahat, Zerah, Şamma û Mîzza. Ev neviyên Basemata jina Esaw bûn.
Kurên Oholîvamaya jina Esaw a ku keça Ena û neviya Sîvon bû, ev in: Yeûş, Yalam û Qorax.
Di nav ziriyeta Esaw de yên ku mîr bûn, ev in: Êlîfaz nixuriyê Esaw bû. Kurên Êlîfaz ev in: Mîr Têman, Mîr Omar, Mîr Sefo, Mîr Qenaz,
Mîr Qorax, Mîr Gatam, Mîr Emalêq. Kurên Êlîfaz ên ku li welatê Edomê mîr bûn, ev bûn. Ev neviyên Edayê bûn.
Kurên Reûêlê kurê Esaw: Mîr Nahat, Mîr Zerah, Mîr Şamma û Mîr Mîzza. Kurên Reûêl ên ku li welatê Edomê mîr bûn, ev bûn. Ev neviyên jina Esaw Basematê bûn.
Kurên jina Esaw Oholîvama: Mîr Yeûş, Mîr Yalam û Mîr Qorax. Ev mîr ji jina Esaw Oholîvama ya keça Ena bûn.
Ev hemû kurên Esaw ango Edom, bûn û ev mîrên wan bûn.
Kurên Seîrê Horî yê ku li welêt rûdinin: Lotan, Şoval, Sîvon, Ena,
Dîşon, Eser û Dîşan. Ev kurên Seîr, li welatê Edomê mîrên Horiyan bûn.
Kurên Lotan: Horî û Hêmam. Tîmna xwişka Lotan bû.
Kurên Şoval: Elwan, Manahat, Êval, Şefo û Onam.
Kurên Sîvon: Aya û Ena. Ew Ena bû ku gava li çolê li ber kerên bavê xwe bû, germav dîtin.
Zarokên Ena: Dîşon û Oholîvamaya keça Ena.
Kurên Dîşon: Hemdan, Eşban, Yîtran û Keran.
Kurên Eser: Bîlhan, Zaewan û Eqan.
Kurên Dîşan: Ûs û Aran.
Mîrên Horiyan ev bûn: Lotan, Şoval, Sîvon, Ena,
Dîşon, Eser, Dîşan. Mîrên Horiyan ên li welatê Seîrê ev bûn.
Beriya ku padîşahek li ser gelê Îsraêl padîşahiyê bike, padîşahên li welatê Edomê serwerî kirin ev bûn:
Belayê kurê Beor li ser Edomê bû padîşah. Navê bajarê wî Dînhava bû.
Bela mir û Yovavê kurê Zerahê Bosrayî li cihê wî bû padîşah.
Yovav mir û Hûşamê li ser welatê Têmaniyan li cihê wî bû padîşah.
Hûşam mir û Hadadê kurê Bedadê ku li welatê Moavê Mîdyanê têk biribû, li cihê wî bû padîşah. Navê bajarê wî Ewît bû.
Hadad mir û Samlayê Masrêqayî li cihê wî bû padîşah.
Samla mir û Şawûlê Rehovot-Hannaharî li cihê wî bû padîşah.
Şawûl mir û Baal-Hananê kurê Exbor li cihê wî bû padîşah.
Baal-Hananê kurê Exbor mir û Hadad li cihê wî bû padîşah. Navê bajarê wî Paû bû. Navê jina wî jî Mehêtavêla keça Matrêda keça Mê-Zahavê bû.
Mîrên ziriyeta Esaw, li gorî binemalên xwe û herêma ku lê bûn, ev in: Tîmna, Elwa, Yetêt,
Oholîvama, Ela, Pînon,
Qenaz, Têman, Mîvsar,
Magdiyêl û Îram. Li gorî welatê ku lê rûdiniştin û ji xwe re kiribûn milk, mîrên Edomê ev bûn. Bavkalê Edomiyan Esaw bû.
Aqûb li welatê ku bavê wî bi xerîbî lê mabû, li welatê Kenanê rûnişt.
Qeyda ziriyeta Aqûb: Ûsiv xortekî hivdeh salî bû. Ew bi birayên xwe yên ji jinbavên xwe, bi kurên Bîlhayê û kurên Zîlpayê re li ber pêz bû. Ûsiv kirinên xerab ên birayên xwe ji bavê xwe re dianî.
Îsraêl ji hemû kurên xwe zêdetir ji Ûsiv hez dikir. Çimkî Ûsiv di kalîtiya wî de jê re bûbû. Wî ji Ûsiv re kincekî dirêj û bixemil çêkiribû.
Çaxê birayên wî dîtin ku bavê wan ji hemûyan bêtir jê hez dike, li ber çavên wan reş bû, pê re xweş xeber nedidan.
Ûsiv xewnek dît û çaxê ku wî ev xewn ji birayên xwe re got, li ber çavên wan zêdetir reş bû.
Wî ji wan re got: “Ka guhdariya vê xewna min bikin:
Min dît ku em li zeviyê gurzan girê didin. Gurza min di cih de rabû û çik sekinî. Lê gurzên we li dora gurza min kom bûn û xwe li ber tewandin.”
Birayên wî jê re got: “Çavê te lê ye tu li ser me bibî padîşah? Tê bibî serwerê me?” Wan ji ber xewna wî û gotinên wî, zêdetir jê nefret kirin.
Wî xewneke din dît û ew jî, ji birayên xwe re got: “Guhdarî bikin, min xewneke din dît: Roj, heyv û yanzdeh stêr li ber min ditewiyan.”
Çaxê Ûsiv xewna xwe ji bavê xwe û ji birayên xwe re got, bavê wî lê hêrs bû û got: “Ev çi xewn e? Ma nexwe ez, diya te û birayên te emê bên û xwe li ber te bitewînin erdê?”
Birayên wî jê dexisîn, lê xewna wî di hişê bavê wî de ma.
Rojekê birayên wî, ji bo ku keriyên bavê xwe biçêrînin çûbûn nêzîkî Şexemê.
Îsraêl ji Ûsiv re got: “Birayên te li Şexemê pez diçêrînin. De were, ez te bişînim ba wan.” Ûsiv got: “Baş e.”
Aqûb got: “Here binêre ka birayên te û pez bi silamet in. Ji min re xeberekê bîne.” Bi vî awayî wî ew ji Deşta Hevronê şand. Çaxê Ûsiv gihîşt Şexemê,
zilamekî dît ku ew li wê derê digere. Zilam jê pirsî: “Tu li çi digerî?”
Ûsiv got: “Ez li birayên xwe digerim. Ma tu dikarî ji min re bêjî ew li ku derê pezê xwe diçêrînin?”
Zilêm got: “Ew bi rê ket. Min bihîst ku ji hev re digotin: ‘Em herin Dotanê.’” Ûsiv da rê û li nêzîkî Dotanê rastî wan hat.
Wan ji dûr ve Ûsiv dît û beriya ku ew hat ba wan, şêwra kuştina wî kirin.
Wan ji hev re got: “Va ye, xweyê xewnan tê.
De werin em wî bikujin û bavêjin bîrekê. Emê bêjin heywanekî hov ew xwar. Paşê emê bibînin ka xewnên wî çawa pêk tên.”
Çaxê Rûbên ev bihîst, xwest ku Ûsiv ji destê wan rizgar bike û got: “Em wî nekujin.
Xwînê nerêjin. Wî bavêjin wê bîra çolê, lê destê xwe dirêjî wî nekin.” Ji bo ku wî rizgar bike û ji bavê xwe re bêje, wî ev yek got.
Gava Ûsiv gihîşt ba birayên xwe, wan ew kincê ser wî yê bixemil derxistin,
Ew girtin û avêtin bîrekê. Bîr vala bû, tê de av tune bû.
Gava rûniştin ku xwarina xwe bixwin, wan serê xwe rakir û dît ku karwanekî Îsmaîliyan ji aliyê Gîladê ve tê. Deveyên wan bi benîşt, melhem û mûr barkirî bûn. Ew diçûn Misrê.
Cihûda ji birayên xwe re got: “Heke em birayê xwe bikujin û xwîna wî veşêrin, ma emê çi bi dest bixin?
Werin em wî bifiroşin Îsmaîliyan û destên xwe pê nekin. Çimkî ew birayê me ye, ji xwîna me ye.” Birayên wî qebûl kirin.
Gava bazirganên Mîdyanî di wir re derbas dibûn, wan birayê xwe Ûsiv ji bîrê kişandin û ew bi bîst zîvî firotin wan Îsmaîliyan. Wan jî Ûsiv bir Misrê.
Çaxê Rûbên vegeriya ser bîrê û dît ku Ûsiv ne li wê derê ye, cilên xwe çirandin.
Ew zivirî ba birayê xwe û got: “Kurik ne li wê derê ye. Ezê niha çi bikim?”
Li ser vê yekê wan nêriyekî serjêkir û kincê Ûsiv di xwîna wî da.
Wan kincê wî ji bavê xwe re bir û got: “Me ev dît. Ka binêre yê kurê te ye, an na?”
Aqûb kinc nas kir û got: “Ev kincê kurê min e. Heywanekî hov ew xwariye. Bêguman Ûsiv hatiye perçekirin.”
Aqûb cilên xwe çirandin, çûx li pişta xwe girê da û demeke dirêj şîna kurê xwe kir.
Hemû kur û keçên wî di ber dilê wî dan, lê ew teselî nebû û wî got: “Ezê bi şîn herim diyarê miriyan ba kurê xwe.” Ew li ser kurê xwe giriya.
Di vê navberê de Mîdyaniyan Ûsiv li Misrê firot Potîfar. Ew karmendekî Firewn û fermandarê parêzvanên wî bû.
Wê demê Cihûda ji birayên xwe veqetiya û çû ba zilamekî Edûllamî yê bi navê Hîra.
Li wir Cihûda rastî keçeka Kenanî hat. Navê bavê keçikê Şûa bû. Cihûda ew ji xwe re anî û çû ba wê.
Jinik bi zaro ma û kurek anî. Cihûda, navê kurik Êr danî.
Ew careke din bi zaro ma û kurekî din anî. Navê wî Onan danî.
Jinikê kurekî din anî û navê wî Şêla danî. Çaxê ku Şêla çêbû, Cihûda li Kezîvê bû.
Cihûda ji bo Êrê nixuriyê xwe, jineke bi navê Tamar anî.
Lê Êrê nixuriyê Cihûda di çavê Xudan de xerab bû û Xudan ruhê wî stand.
Cihûda ji Onan re got: “Here ba jinbira xwe û wezîfeya xwe ya tiyîtiyê bi cih bîne ku ziriyeta birayê te çêbe.”
Lê Onan dizanibû zarokên ku çêbin wê nebin ên wî. Çaxê ew çû ba jinbira xwe wî avika xwe berî erdê dida ku ziriyeta birayê xwe çêneke.
Ya ku wî kir di çavê Xudan de xerab bû. Loma Xudan ew jî kuşt.
Cihûda ji bûka xwe Tamarê re got: “Tu li mala bavê xwe bi jinebîtî bimîne, heta kurê min Şêla mezin bibe.” Cihûda di dilê xwe de digot: “Dibe ku ew jî wekî birayên xwe bimire.” Tamar jî çû, li mala bavê xwe ma.
Piştî demeke dirêj jina Cihûda ya ku keça Şûa bû, mir. Çaxê ku şîna Cihûda qediya, ew bi hevalê xwe Hîrayê Edûllamî hilkişiya Tîmnayê ba hevringkarên pezên xwe.
Çaxê jê re hat gotin: “Xezûrê te diçe Tîmnayê ku miyên xwe hevring bike,”
Tamarê cilên xwe yên jinebîtiyê derxistin. Wê şalika xwe nixamt û li ber deriyê Eynayîma ser riya Tîmnayê rûnişt. Çimkî wê dît ku Şêla mezin bûye û wê bi jinîtî jê re nabin.
Gava Cihûda ew dît, fikirî ku ew fahîşe ye. Çimkî wê serçavê xwe nixamtibû.
Wî pê dernexist ku ew bûka wî ye. Wî riya xwe bi ser wê xist û got: “Were, ez dixwazim bi te re razim.” Tamarê got: “Ez bi te re razim, tê çi bidî min?”
Cihûda got: “Ezê ji keriyê xwe karikek ji te re bişînim.” Tamarê got: “Ma tê çi bidî min, heta tu karikê bişînî?”
Wî got: “Divê ez çi bi bidim te?” Tamarê got: “Mora xwe, qeytanê xwe û darê di destê xwe de bide min.” Cihûda ev dan û pê re raza. Tamar jê bi zaro ma.
Piştre çû şalika xwe derxist û cilên xwe yên jinebîtiyê li xwe kirin.
Di vê navberê de Cihûda karikekî biçûk bi hevalê xwe yê Edûllamî re şand ku tiştên xwe ji jinikê bistîne lê wî jinik nedît.
Wî ji mirovên der û dorê pirsî û got: “Ew jinika fahîşe ya ku li Eynayîmê li ser rê bû, li ku ye?” Wan lê vegerand û got: “Li vir jineke wiha tuneye.”
Li ser vê yekê ew vegeriya ba Cihûda û jê re got: “Min ew nedît. Kesên li wir diman jî got: ‘Li vir jineke wiha tuneye.’”
Cihûda got: “Bila ew tişt jê re bin, naxwe emê bibin pêkenînê xelkê. Min karik şand, lê te ew nedît.”
Piştî sê mehan ji Cihûda re hat gotin: “Bûka te Tamarê zina kiriye û niha bizaro ye.” Cihûda got: “Wê derxin derve û bişewitînin!”
Çaxê ew derdixistin derve, wê xeber ji xezûrê xwe re şand û got: “Ez ji xweyê van tiştan bi zaro mame. Ka lê binêrin hûnê nas bikin ku ev mor, qeytan û dar ên kê ne?”
Cihûda ew nas kirin û got: “Ew ji min rastir e. Çimkî min ew ji kurê xwe Şêla re neanî.” Êdî ew careke din pê re raneza.
Di dema zarokanînê de, di zikê Tamarê de cêwî hebû.
Gava wê zarok dianî, ji cêwiyan yekî destê xwe derxist derve. Pîrikê bi destê wî girt, bi tayekî sor girê da û got: “Ev pêşî çêbû.”
Gava wî destê xwe kişand, birayê wî çêbû û pîrikê got: “Te çawa ji xwe re çavî vekir!” Li ser vê yekê navê wî Peres danîn.
Piştre birayê wî çêbû ku destê wî bi tayê sor hatibû girêdan. Navê wî jî Zerah danîn.
Îsmaîliyan Ûsiv biribû Misrê. Potîfarê Misrî yê ku karmendê Firewn û fermandarê parêzvanan bû, Ûsiv ji wan kirî.
Xudan bi Ûsiv re bû û ew bi ser xist. Ew li mala malxweyê xwe yê Misrî dima.
Çaxê malxweyê wî dît ku Xudan bi Ûsiv re ye û di her karên ku dike de wî bi ser dixe,
dilê wî bi Ûsiv xweş bû û ew kir xizmetkarê xwe yê taybet. Potîfar ew kir serkarê mala xwe û her tiştê xwe da destê wî.
Piştî ku wî ew kir serkarê xwe û her tiştê xwe da destê wî, Xudan ji bo xatirê Ûsiv Mala Potîfarê Misrî pîroz û bereket kir.
Wî her tiştê xwe da destê Ûsiv. Ji xwarina ku dixwar pê ve, wî dest nedida tiştekî. Ûsiv yekî bejinbilind û lihevhatî bû.
Piştî demekê jina malxweyê Ûsiv çav avêt wî û jê re got: “Were, bi min re razê!”
Lê Ûsiv red kir û got: “Bi serkariya min, xweyê min meraqa tu tiştekî li malê nake. Wî her tiştê xwe daye destê min.
Di vê malê de kes ji min mezintir tuneye. Ji bilî te, malxweyê min tu tiştek ji min texsîr nake. Çimkî tu jina wî yî. Ez çawa dikarim xerabiyeke wiha bikim û li dijî Xwedê guneh bikim?”
Jina Potîfar her roj jê dixwest ku Ûsiv pê re razê, lê wî her car ev daxwaz red dikir.
Rojekê Ûsiv ji bo karên xwe bike çû malê. Ji xizmetkarên malê tu kes li hundir tunebû.
Jina Potîfar bi kincê Ûsiv girt û jê re got: “Were, bi min re razê!” Lê Ûsiv kincê xwe bi destê wê ve berda û beziya derve.
Çaxê jinikê dît ku wî kincê xwe bi destê wê ve berda û beziya derve,
rabû gazî xizmetkarên malê kir û got: “Binêrin! Mêrê min ev zilamê Îbranî anî ku me rezîl bike! Ew hat ku dest bavêje min, lê min kir qîrîn û hewar.
Çaxê wî dît ku ez dikim qîrîn û hewar, kincê xwe li ba min hişt û beziya derve.”
Wê kincê Ûsiv li ba xwe hişt, heta ku mêrê wê hat malê.
Wê ji mêrê xwe re got: “Ev koleyê Îbranî hat ku min rezîl bike.
Lê çaxê ku min kir qîrîn û hewar, wî kincê xwe li ba min hişt û reviya.”
Çaxê wî gotinên jina xwe bihîst û jinikê got: “Koleyê ku te anîbû li min wiha kir,” ew gelekî hêrs bû.
Xweyê Ûsiv rabû, ew avêt zîndana girtiyên padîşah û Ûsiv li wir di zîndanê de ma.
Lê Xudan pê re bû. Wî dilsozî bi Ûsiv kir ku dilê serekê zîndanê bi Ûsiv xweş be.
Serekê zîndanê, hemû girtiyên di zîndanê de xistin bin destê Ûsiv û ew ji hemû tiştên li zîndanê berpirsiyar bû.
Serekê zîndanê tevli karên Ûsiv nedibû. Çimkî Xudan bi Ûsiv re bû û di her karê ku dikir de ew bi ser dixist.
Piştî demekê meyger û nanpêjê Padîşahê Misrê li dijî malxweyê xwe şaşî kir.
Firewn li herdu peywirdarên xwe hêrs bû ku ew sermeyger û sernanpêjê wî bûn.
Wî ew li mala fermandarê parêzvanan, zîndana ku Ûsiv tê de bû, hepis kir.
Fermandarê parêzvanan, Ûsiv da ber destê wan. Ew demekê di girtîgehê de man.
Sermeyger û sernanpêjê Padîşahê Misrê ku di zîndanê de bûn, di şevekê de xewn dîtin. Xewnên wan ji hev cuda bûn.
Serê sibê Ûsiv hat ba wan û dît ku ew bikeder bûn.
Wî ji karmendên Firewn ên ku li mala malxweyê wî, pê re di girtîgehê de bûn pirsî û got: “Çima îro mirûzê we tirş e?”
Wan got: “Me herduyan xewn dît, lê kesê ku şirove bike tuneye.” Ûsiv ji wan re got: “Ma şirovekirin ne karê Xwedê ye? Kerem bikin, xewnên xwe ji min re bêjin.”
Sermeyger xewna xwe ji Ûsiv re got: “Di xewna xwe de, min li pêş xwe mêwek dît.
Sê guliyên mêwê hebûn. Bi bişkivînê re kulîlk dan û gûşiyên tirî gihîştin.
Tasa Firewn di destê min de bû, min bi tirî girt, guvaşt hundirê tasa Firewn û tas da destê wî.”
Ûsiv got: “Ev tê vê wateyê: Sê gulî sê roj in.
Wê di nav sê rojan de Firewn serê te bilind bike û te bîne ser karê te yê berê. Wekî ku berê tu sermeygerê wî bûyî û te wisa dikir, tê dîsa kasa Firewn bidî destê wî.
Lê çaxê ku qencî bi te re hat kirin, ji kerema xwe tu min bîne bîra xwe. Qenciyê bi min bike û giliyê min ji Firewn re bike ku ez ji vê zîndanê derkevim.
Çimkî ez bi zorê ji welatê Îbraniyan hatim revandin. Li vir jî, min tiştekî ku ezê pê bikevim zîndanê nekir.”
Çaxê sernanpêj dît ku Ûsiv şiroveyeke baş kir, wî jê re got: “Min jî xewnek dît. Li ser serê min sê selik nanê spî hebû.
Di selika herî jorîn de, her cureyê pasteyên pehtî yên ji bo Firewn hebûn, lê teyran ji selikên li ser serê min dixwarin.”
Ûsiv got: “Ev tê vê wateyê: Sê selik sê roj in.
Wê di nav sê rojan de Firewn serê te rake û te bi darê ve daleqîne. Wê teyr goştê te bixwin.”
Roja sisêyan rojbûyîna Firewn bû û wî ziyafetek da hemû karmendên xwe. Wî li pêş karmendên xwe serê sermeyger û sernanpêj bilind kirin.
Sermeyger vegeriya ser karê xwe. Careke din wî tas da destê Firewn.
Lê çawa ku Ûsiv şirove kiribû, wî sernanpêj daleqand.
Lê sermeyger Ûsiv neanî bîra xwe û ew ji bîr kir.
Piştî du salan, Firewn xewnek dît: Ew li ber keviya Nîlê sekinîbû.
Ji çem heft çêlekên xweşik û qelew derketin û di nava qamîşan de çêriyan.
Piştî wan, heft çêlekên qor û bêmirêz ji Nîlê derketin, li keviya çem, li ba çêlekên din sekinîn.
Çêlekên ku qor û bêmirêz bûn, heft çêlekên xweşik û qelew xwarin. Piştre Firewn hişyar bû.
Ew dîsa di xew re çû û xewneke din dît: Di tayekî genim de heft simbilên dagirtî û baş derdiketin.
Piştî wan, heft simbilên din ên qels û ji bayê rojhilat kizirandî zîl dan.
Simbilên qels, heft simbilên dagirtî û baş daqurtandin. Piştre Firewn hişyar bû û fêm kir ku xewn e.
Serê sibê rabû dît ku aciz e. Wî şand pey hemû sêrbaz û aqilmendên Misrî. Wî ji wan re xewna xwe got, lê kesek tunebû ku xewnên wî şirove bike.
Sermeyger ji Firewn re got: “Îro sûcê min tê bîra min.
Carekê Firewn ji xizmetkarê xwe hêrs bû, wî ez û sernanpêj li mala fermandarê parêzvanan hepis kirin.
Me herduyan di şevekê de xewn dît û her xewnek wateyeka wê hebû.
Li wir bi me re xulamekî fermandarê parêzvanan, xortekî Îbranî hebû. Me jê re xewnên xwe gotin, wî xewnên me şirove kirin. Xewnên me ji hev cuda bûn.
Her tişt bi awayê ku wî ji me re şirove kir derket. Ez vegeriyam karê xwe lê yê din hat daleqandin.”
Firewn şand pey Ûsiv û wî yekser ji hebsê da berdan. Piştî ku Ûsiv rih û porê xwe kur kirin û cilên xwe guhertin, hat hizûra Firewn.
Firewn ji Ûsiv re got: “Min xewnek dît, lê kesek tuneye ku şirove bike. Min bihîst ku tu xewnan şirove dikî.”
Ûsiv lê vegerand û got: “Ez nikarim lê wê Xwedê bersiveke xêrê bide Firewn.”
Firewn ji Ûsiv re got: “Di xewna xwe de ez li keviya Nîlê sekinîbûm.
Ji çem heft çêlekên xweşik û qelew derketin û di nav qamîşan de çêriyan.
Piştî wan, heft çêlekên din ên qor û bêmirêz derketin. Min li seranserê welatê Misrê tu caran çêlekên bi qasî wan bêmirêz nedîtibûn.
Çêlekên bêmirêz, heft çêlekên qelew ên ku beriya wan derketibûn xwarin.
Piştî ku wan ew xwarin, kesî nikaribû bigota ku wan ev kiriye. Çimkî wekî berê, ew bêmirêz bûn. Piştre ez hişyar bûm.
“Min dîsa di xewna xwe de dît ku di tayekî genim de heft simbilên dagirtî û baş derketin.
Piştî wan, heft simbilên din ên çilmisî, qels û ji bayê rojhilat kizirî zîl dan.
Simbilên qels her heft simbilên baş daqurtandin. Min ev ji sêrbazan re got, lê kesî nikaribû ji min re şirove bike.”
Ûsiv ji Firewn re got: “Herdu xewnên Firewn yek in. Xwedê Firewn ji tiştê ku wê bike haydar kir.
Heft çêlekên baş, heft sal in. Heft simbilên baş jî heft sal in. Xewn yek e.
Heft çêlekên qor û bêmirêz ên ku li pey derketin û heft simbilên bêqîmet ên ku ji bayê rojhilat kizirîbûn jî heft sal in. Ev heft salên xelayê ne.
“Çawa ku min ji te re got, Xwedê tiştê ku wê bike nîşanî Firewn daye.
Va ye wê li seranserê welatê Misrê heft salên têr û tije bên.
Lê wê heft salên xelayê li pey wan bên. Wê hemû têr û tijebûna welatê Misrê ji bîr bibe û wê xela welêt wêran bike.
Wê têr û tijebûna welêt neyê bîra kesî, çimkî wê xela gelek giran be.
Sedema ku xewn du caran ji aliyê Firewn ve hat dîtin ev e ku Xwedê biryara xwe li ser vê yekê dayê û wê di demeke nêzîk de bi cih bîne.
“Bila niha Firewn mirovekî fêmdar û şehreza bibîne û wî bîne ser welatê Misrê.
Bila karmendên xwe peywirdar bike ku di her heft salên firehiyê de, ji dexlê welatê Misrê ji pêncan yekî ber bistînin.
Divê ew xwarina van salên baş ên ku tên bicivînin û genim di bin desthilatiya Firewn de, li bajaran bê lodkirin û parastin.
Divê ev xwarin ji bo heft salên xelayê ji welatê Misrê re bibe qût ku welat ji ber xelayê neşikê.”
Ev pêşniyar ji aliyê Firewn û hemû karmendên wî ve baş hat dîtin.
Firewn ji wan re got: “Ma em dikarin kesekî wekî vî mirovî bibînin ku ruhê Xwedê pê re ye?”
Firewn ji Ûsiv re got: “Madem Xwedê kir ku tu bi van hemû tiştan bizanî, yekî ji te fêmdartir û şehrezatir tuneye.
Tê li ser mala min bî û wê hemû gelê min emrên te pêk bîne. Ezê tenê bi tac û textê xwe ji te mezintir bim.”
Firewn ji Ûsiv re got: “Va ye ez te datînim ser seranserê welatê Misrê.”
Piştre Firewn gustîla morê ji tiliya xwe derxist û xist tiliya Ûsiv. Wî cilên kitan ên hêja lê kirin û zincîreke zêrîn xist stûyê wî.
Wî ew kir cîgirê xwe û li erebeya cîgir siwar kir, zilam li pêş wî qîriyan û gotin: “Rê vekin!” Bi wî awayî Firewn ew anî ser seranserê welatê Misrê.
Firewn ji Ûsiv re got: “Firewn ez im, lê wê li seranserê welatê Misrê bêyî peyva te tu kes destê xwe raneke û ne jî lingê xwe bileqîne.”
Firewn navê Safnat-Panêah li Ûsiv danî û Asenata keça Potîferayê kahinê bajarê Onê jê re anî. Ûsiv li seranserê welatê Misrê geriya.
Çaxê Ûsiv ket xizmeta Firewnê Padîşahê Misrê, sî salî bû. Ûsiv ji dîwana Firewn rabû û li seranserê welatê Misrê geriya.
Di heft salên firehiyê de axê bi zêdebarî ber da.
Ûsiv ji her berên ku di nav heft salan de li welatê Misrê çêbûn dan hev û di embarên bajaran de lod kirin. Wî li her bajarî, ji qûtên zeviyên ku li der û dora bajêr çêdibin lod çêkirin.
Ûsiv bi qasî sêlaka deryayê genim lod kir. Ewqas pir bû ku wî dev ji hesabkirinê berda. Genimê wan nedihat hesabkirin, ewqas ku zêde bû.
Beriya salên xelayê, ji Asenata keça Potîfera yê kahinê Onê du kur ji Ûsiv re çêbûn.
Ûsiv navê nixuriyê xwe Minaşşe danî û got: “Xwedê kir ku ez hemû derdên xwe û mala bavê xwe ji bîr bikim.”
Wî navê kurê xwe yê diduyan Efrayîm danî û got: “Xwedê ez li welatê ku min lê tengasî kişand berdar kirim.”
Heft salên firehiyê li welatê Misrê qediyan
û çawa ku Ûsiv gotibû, heft salên xelayê destpê kirin. Li hemû welatên din xela hebû, lê li seranserê welatê Misrê xwarin hebû.
Çaxê ku li seranserê welatê Misrê birçîbûnê destpê kir, xelkê ji bo nan ji Firewn lava kir. Firewn ji hemû Misriyan re got: “Herin ba Ûsiv. Ew çi ji we re bibêje, bikin.”
Gava xela li tevahiya welêt belav bû, Ûsiv embarên genim vekirin û genim firot Misriyan. Çimkî xelaya giran li welatê Misrê belav bûbû.
Mirovên hemû welatan dihatin Misrê ku genim ji Ûsiv bikire. Çimkî li tevahiya dinyayê xelayeke giran hebû.
Çaxê Aqûb bihîst ku li Misrê genim heye, wî ji kurên xwe re got: “Çima hûn li hev dinêrin?”
Wî berdewam kir û got: “Min bihîstiye ku li Misrê genim heye. Herin wir û ji me re hinekî bikirin ku em bijîn û nemirin.”
Bi vî awayî deh birayên Ûsiv ji bo kirîna genim berê xwe dan Misrê.
Lê Aqûb birayê Ûsiv Binyamîn bi wan re neşand, çimkî ew ditirsiya ku zirar bigihîje wî.
Kurên Îsraêl jî di nav wan kesan de bûn ku hatibûn genim bikirin. Çimkî xela li welatê Kenanê jî rabûbû.
Ûsiv serwerê welêt bû û wî dexil difirot tevahiya gelê welêt. Birayên Ûsiv hatin û xwe li ber wî tewandin erdê.
Gava Ûsiv ew dîtin, wî ew nas kirin. Lê wekî ku nas nekiribe tevgeriya û bi hêrs got: “Hûn ji ku derê tên?” Wan lê vegerand û got: “Em ji welatê Kenanê hatin ku xwarinê bikirin.”
Ûsiv birayên xwe nas kiribû, lê xwe li nenasiyê danîbû.
Wî çaxî xewna ku Ûsiv li ser wan dîtibû hat bîra wî. Rabû ji wan re got: “Hûn sixûr in! Hûn hatine bizanibin ka ku derê welatê me bêparastin e.”
Wan got: “Na ezbenî! Em xulamên te hatin ku xwarinê bikirin.
Em hemû kurên zilamekî ne. Em mirovên rast in, em ne sixûr in ezxulam!”
Ûsiv got: “Na, hûn hatine bizanibin kîjan aliyê welatê me bêparastin e.”
Lê wan got: “Em xulamên te duwanzdeh bira bûn. Em hemû kurên bavekî ne ku li welatê Kenanê dijî. Biçûkê me niha li ba bavê me ye û birayekî me jî winda ye.”
Ûsiv ji wan re got: “Çawa ku min got, hûn sixûr in.
Hûnê bi vî awayî bên ceribandin: Ez bi serê Firewn sond dixwim ku heta birayê we yê biçûk neyê vê derê, hûn ji vir dernakevin.
Ji nav xwe yekî bişînin ku birayê we bîne. Yên mayî jî wê bikevin zîndanê. Emê bibînin ka gotina we rast e yan na. Heke ne rast be, ez bi serê Firewn sond dixwim ku hûn sixûr in.”
Wî ew sê rojan avêtin zîndanê.
Roja sisêyan Ûsiv ji wan re got: “Hûn li gorî gotina min bikin, hûnê sax bimînin, çimkî ez ji Xwedê ditirsim.
Heke hûn mirovên rast in, bila birayekî we li vir di girtîgehê de bimîne û yên din jî herin û bi xwe re ji bo malên xwe yên ku birçî mane genim bibin.
Lê divê hûn birayê xwe yê biçûk ji min re bînin. Bi vî awayî wê gotina we rast derkeve û hûnê nemirin.” Wan qebûl kir.
Ji hev re got: “Bi rastî em ji ber birayê xwe tên cezakirin. Gava wî ji bo jiyana xwe ji me re lava dikir, me dît ku çi eziyetê dikişîne lê me guh nedayê. Ev tengasî ji ber vê yekê hat serê me.”
Rûbên li wan vegerand û got: “Ma min ji we re ne got: ‘Li dijî kurik gunehkariyê nekin’? Lê we guhdarî nekir! Va ye niha li hesabê xwîna wî tê pirsîn.”
Wan nizanibû ku Ûsiv wan fêm dike. Çimkî yekî ji wan re wergerê dikir.
Ûsiv ji birayên xwe veqetiya û destpê kir, giriya. Piştre vegeriya ba wan û dîsa bi wan re peyivî. Wî Şimûn ji wan stand û li ber çavên wan ew da girêdan.
Ûsiv emir da ku barên wan bi genim bên dagirtin, pereyê her yekî bixin tûrikê wî û ji bo rê xurekê bidin wan. Piştî ku ev ji wan re hat kirin,
wan genimê xwe li kerên xwe bar kirin û çûn.
Li qonaxê, çaxê yekî ji wan devê barê xwe vekir ku êm bide kerê xwe, dît ku pereyê wî di devê tûrikê de ye.
Wî ji birayên xwe re got: “Pereyê min li min zivirandine. Va ye di tûrikê min de ye.” Dilê wan bi şid lêxist û bi lerizîn ji hev re got: “Ev çi ye ku Xwedê bi me dike?”
Çaxê ew hatin welatê Kenanê ba bavê xwe Aqûb, her tiştê ku hatibû serê wan jê re gotin. Wan got:
“Ew mirovê ku serwerê welêt bû, bi hêrs bi me re peyivî û wekî ku em casûs bin bi me re da û stand.
Lê me jê re got: ‘Em mirovên rast in. Em ne sixûr in.
Em duwanzdeh bira ne. Em kurên bavekî ne. Yek ji me namîne û yê biçûk jî niha li welatê Kenanê li ba bavê me ye.’
“Ew mirovê ku serwerê welêt bû ji me re got: ‘Ezê bi vî awayî bizanim ka hûn rast in: Birayekî xwe li ba min bihêlin û ji bo maliyên xwe yên ku birçî mane genim bibin û herin.
Birayê xwe yê biçûk ji min re bînin, ezê jî bizanibim ku hûn ne sixûr in, lê mirovên rast in. Wî çaxî ezê birayê we bidim we û hûnê bikarin li vî welatî bazirganiyê bikin.’”
Çaxê wan tûrikên xwe vala kirin, di hundirê tûrikê her kesî de kîsikê pereyê wî hebû. Gava kîsikên pereyan dîtin, tirsiyan.
Bavê wan Aqûb ji wan re got: “Hûn min bê zarok dihêlin. Ûsiv tuneye, Şimûn tuneye û niha hûn dixwazin Binyamîn jî bibin. Ev tişt tev tên serê min!”
Rûbên ji bavê xwe re got: “Gava ez Binyamîn ji te re neyînim, herdu kurên min bikuje. Tu wî bispêre min, ezê wî ji te re bînim.”
Aqûb got: “Kurê min bi we re nayê. Çimkî birayê wî mir û ew tenê ma. Heke di rê de tiştek were serê wî, hûnê serê min ê spî bi kul û keder berjêrî diyarê miriyan bikin.”
Li welatê Kenanê xela giran bûbû.
Hemû genimê ku ji Misrê anîbûn qedandibûn. Bavê wan ji wan re got: “Dîsa herin û ji me re hinek xwarin bikirin.”
Lê Cihûda jê re got: “Wî zilamî bi dijwarî ji me re gotibû: ‘Heta birayê we neyê, hûn rûyê min nabînin.’
Heke tu birayê me bi me re bişînî, emê herin û ji te re xwarinê bikirin.
Lê tu wî neşînî em naçin, çimkî zilam ji me re gotibû: ‘Heta birayê we neyê hûn rûyê min nabînin.’”
Îsraêl got: “We çima ji zilam re got: ‘Birayekî me yê din heye’ û ev xerabî anî serê min?”
Wan got: “Zilam ji me re got: ‘Ma bavê we hê dijî? Birayên we yên din hene?’ Bi baldarî pirsa me û malbata me kir. Me jî bi hêsanî bersiva wî da. Me ji ku zanibû ku wê ji me re bêje: ‘Birayê xwe bînin?’”
Cihûda ji bavê xwe Îsraêl re got: “Kurik bi min re bişîne em herin ku em jî tu jî, zarokên me jî bijîn û nemirin.
Ez bi xwe jê re dibim kefîl. Tu wî ji min bixwaze. Heke ez wî ji te re neyînim û li ber te nedime sekinandin, bila ez her û her li ber te sûcdar bim.
Em dereng nemana, niha em du caran çûbûn û hatibûn.”
Li ser vê yekê bavê wan Îsraêl ji wan re got: “Madem wisa ye, herin. Ji berên herî qenc ên vî welatî hinek melhem, hinek hingiv, benîşt, mûr, fistiq û behîvan bixin barên xwe û wekî xelat ji wî zilamî re bibin.
Bi xwe re du qat pere bibin. Çimkî divê hûn pereyên ku xistibûn tûrikên we li wan vegerînin. Dibe ku şaşiyek çêbûbe.
Birayê xwe hildin û rabin ji ba wî zilamî werin.
Bila Xwedayê Karîndar li pêş wî mirovî li we were rehmê û ew zilam birayê we yê din û Binyamîn bide we. Herçî ez im, bê zarok bimînim jî ne xem e.”
Bi vî awayî birayan rahişt diyariyan, du qat pere hildan û Binyamîn bi xwe re birin. Bi lez berê xwe dan Misrê û hatin hizûra Ûsiv.
Çaxê Ûsiv Binyamîn bi wan re dît, wî ji keyayê mala xwe re got: “Van zilaman bibe mala min, pezekî serjê bike û xwarinê çêke. Çimkî wê ev mirov bi min re firavînê bixwin.”
Keya çawa ku Ûsiv lê emir kiriye, ew zilam birin mala wî.
Gava diçûn mala Ûsiv, ditirsiyan û digotin: “Ji ber pereyê ku cara pêşî xistibûn tûrikên me em anîn vir. Ew dixwaze êrîşî me bike û me ji qewet bixe, me bike kole û kerên me bistîne.”
Gava nêzîkî keyayê Ûsiv bûn, wan li ber deriyê malê jê re got:
“Ezxulam! Cara pêşî em hatin vir ku xwarinê bikirin.
Lê çaxê me li qonaxê barên xwe vekirin, me dît ku pereyên me bêkêmahî di tûrik de ne. Niha me ew pere bi xwe re anîne.
Herwiha ji bo ku em dîsa zad bikirin, me bi ser de jî pere anîn. Em nizanin kê pereyên me xistibûn barên me.”
Keya got: “Aram bin, netirsin. Xwedayê we, Xwedayê bavê we xezîneya barên we da we. Min pereyên we standibûn.” Rabû Şimûn anî ba wan.
Keya ew birin hundirê mala Ûsiv, ji wan re av anî ku lingên xwe bişon û êm da kerên wan.
Heta hatina Ûsiv, wan diyariyên xwe amade kirin, çimkî zanibûn ku wê li wir xwarin bixwin.
Çaxê Ûsiv hat malê, diyariyan pêşkêşî wî kirin û xwe li ber wî tewandin erdê.
Piştî ku Ûsiv li rewş û xatirê wan pirsî wiha got: “Bavê we yê kal ê ku we behsa wî kiribû çawa ye? Hê dijî gelo?”
Wan got: “Bavê me xulamê te be, dijî û baş e.” Bi hurmet careke din xwe jê re tewandin.
Ûsiv serê xwe rakir û birayê xwe Binyamînê ji diya xwe ya heq dît. Wî pirsî û got: “Birayê we yê biçûk ê ku we behsa wî kiribû ev e? Xwedê te bihêle lawo!”
Bi lez ji odeyê derket. Dilê wî zîz bûbû û li derekê geriya ku bigirî. Ket odeya xwe û li wê derê giriya.
Piştî dev û rûyê xwe şûşt, derket derve, xwe da hev û got: “Sifrê deynin.”
Wan xwarin jê re cuda, ji birayên wî re cuda ji Misriyên bi wan re bûn re, cuda danîn. Çimkî Misriyan bi Îbraniyan re xwarin nedixwarin. Ev yek li gorî wan kirêt bû.
Birayên Ûsiv li pêşberî wî, li gorî temenên xwe, ji yê mezin ber bi yê biçûk ve rûniştin. Hemû bira bi awayekî ecêbmayî li hev mêze dikirin.
Ji maseya Ûsiv xwarin li wan hat belavkirin, lê para Binyamîn pênc caran ji para yên din zêdetir bû. Bi Ûsiv re xwarin, vexwarin û kêfxweş bûn.
Ûsiv li keyayê mala xwe emir kir û got: “Barên van mirovan bi qasî ku ew bikarin hilgirin bi qût dagire û pereyê her yekî ji wan deyne ser devê tûrikê wî.
Tasa min, tasa zîvîn, bixe tûrikê kesê herî biçûk û pereyê genimê wî jî deyne wir.” Keya bi gotina Ûsiv kir.
Serê sibê zû, zilam li kerê xwe siwar bûn û dane rê.
Hê ew ji bajêr dûr neketibûn Ûsiv ji keyayê xwe re got: “Rabe, bide pey wan û çaxê tu gihîştî wan, ji wan re bêje: ‘We çima ji ber qenciyê xerabî kir?
Ma ev ne tasa malxweyê min e ku pê vedixwe û pê li falê dinêre? Ev tiştê we kir xerab e.’”
Çaxê keya gihîşt wan, wî ev gotin ji wan re got.
Lê wan jê re got: “Ezbenî tu çima wiha dibêjî? Xwedê neke! Xulamên te tiştên wiha nakin.
Tu jî zanî me pereyên ku di barên xwe de dîtin, ji welatê Kenanê anî û li te vegerandin. Çawa emê ji mala xweyê te zêr an zîvan bidizin?
Tas bi kê re bê dîtin, bila bê kuştin û yên mayî jî bila bibin koleyên xweyê min.”
Keya got: “Baş e, we çawa got bila wisa be! Tas bi kê re bê dîtin, bila bibe koleyê min û yên mayîn bêsûc bên dîtin.”
Hemûyan bi lez tûrikên xwe danîn erdê û vekirin.
Keya ji yê mezin destpê kir û heta yê biçûk li tûrikên hemûyan geriya. Tas di tûrikê Binyamîn de derket.
Li ser vê yekê birayên wî cilên xwe çirandin, paşê her yekî kerê xwe bar kir û dîsa vegeriyan bajêr.
Çaxê Cihûda û birayên wî hatin mala Ûsiv, ew hê li malê bû. Xwe avêtin ber lingên wî.
Ûsiv ji wan re got: “Ev çi ye ku we kiriye? Ma we nizanibû ku kesekî wekî min dikare tiştan bi falê bibîne?”
Cihûda got: “Ezbenî ka em çi bibêjin? Em çawa dikarin xwe bêsûc derxin? Xwedê sûcê xulamên te derxist. Niha em koleyên xweyê xwe ne. Em û yê ku tas pê re hat dîtin.”
Lê Ûsiv got: “Haşa! Bila dûrî min be! Tenê yê ku tas pê re hat dîtin, wê bibe koleyê min. Lê hûn bi xêr û silamet vegerin ba bavê xwe.”
Cihûda nêzîk bû û got: “Ezbenî lava dikim destûr bide ez gotinekê bêjim. Bila hêrsa te li ser xulamê te ranebe. Çimkî tu yekî wek Firewn î.
Xweyê me ji xulamê xwe pirs kiribû: ‘Ma bavê we û birayên we yên din hene?’
Me jî, ji xweyê xwe re gotibû: ‘Bavê me yê kal û kurekî wî yê ciwan ê ku di kalîtiya wî de jê re çêbûye heye. Birayê wî mir û ew kurê diya xwe yê yekta ye. Bavê wî pir jê hez dike.’
“Te ji xulamên xwe re got: ‘Wî ji min re bînin, ez dixwazim wî bi çavê xwe bibînim.’
Me ji xweyê xwe re got: ‘Kurik nikare ji bavê xwe veqete. Heke ew jê veqete, wê bavê wî bimire.’
Lê te ji me re, ji xulamên xwe re got: ‘Heta ku birayê we yê biçûk bi we re neyê, hûn careke din rûyê min nabînin.’
“Çaxê em zivirîn ba xulamê te bavê xwe, me gotinên xweyê xwe jê re gotin.
Gava bavê me got: ‘Dîsa herin û hinek qûtê din ji me re bikirin,’
me got: ‘Em nikarin herin. Lê heke birayê me yê biçûk bi me re bê, emê herin. Heta ku birayê me yê biçûk bi me re neyê, em nikarin rûyê zilam bibînin.’
“Xulamê te, bavê me ji me re got: ‘Hûn dizanin ku jina min ji min re du kur anîn.
Yek ji ba min çû û min got: Bêguman ew hatiye perçekirin. Heta niha min ew nedîtiye.
Heke hûn vî jî, ji min bistînin û zirar bigihîje wî, hûnê porê min ê spî bi kul û keder berjêrî diyarê miriyan bikin.’
“Niha, gava em vegerin ba bavê minê xulamê te û kurik ne bi me re be, bavê min ê ku dilê wî bi kurik ve ye,
bibîne kurik ne bi me re ye, wê bimire. Wî çaxî ezê bavê me, bi porê wî yê spî, bi kul û keder berjêrî diyarê miriyan bikim.
Ezxulam! Ez ji kurik re bûm kefîl û min ji bavê xwe re got: ‘Heke ez wî ji te re neyînim, heta ku ez hebim ezê xwe li dijî te sûcdar bihesibînim.’
“Ez ji te lava dikim ezxulam, bihêle ku ez di cihê kurik de li vir bimînim û ji xweyê xwe re bibim kole. Bila kurik bi birayên xwe re here.
Heke kurik ne bi min re be, ezê çawa vegerim ba bavê xwe? Ez nikarim vê xerabiyê li bavê xwe bikim û bi çavê serê xwe bibînim.”
Ûsiv êdî xwe ranegirt û li rûyê hemû kesên wê derê qîriya û got: “Her kesî ji ba min derxin!” Çaxê ku Ûsiv xwe ji birayên xwe re eşkere kir, kes li ba wî tunebû.
Ew wisa bi dengê bilind giriya ku Misriyan bihîst û Mala Firewn jê haydar bû.
Ûsiv ji birayên xwe re got: “Ez Ûsiv im! Ma bavê min hê jî dijî?” Lê birayên wî nikaribûn bersiva wî bidin. Çimkî li ber wî bûbûn kevir û mabûn.
Ûsiv ji birayên xwe re got: “Nêzîkî min bibin.” Çaxê ew nêzîk bûn, wî got: “Ez birayê we Ûsiv im! Ewê ku we ew firot Misriyan!
Niha ji ber ku we ez firotim, li ber xwe nekevin û bila li zora we neçe. Çimkî ji bo parastina jiyanê, Xwedê ez li pêşiya we şandim.
Ev du sal e ku li welêt xela heye. Wê hê pênc salên din jî çandin û çinîn çênebe.
Lê Xwedê ez li pêşiya we şandim ku li ser rûyê erdê ziriyeta we biparêze û jiyana we bi serfirazî rizgar bike.
Ji ber vê yekê, kesên ku ez şandim vir ne hûn in, lê Xwedê ye. Wî ez ji Firewn re kirim bav, li ser qesra wî xweyî û ji seranserê welatê Misrê re kirim serwer.
Niha bilezînin herin ba bavê min û jê re bêjin: ‘Kurê te Ûsiv wiha dibêje: Xwedê ez kirim xweyê tevahiya Misrê. Paşê lez bike were, dereng nemîne.
Tê li herêma Goşenê rûnî. Tu, kurên te, neviyên te, pez û dewarên te, her tiştê te, hûnê li nêzîkî min bin.
Ezê li wê derê te xweyî bikim. Çimkî wê xela hê pênc salên din bidome. An na tu, mala te û her tiştê te, wê perîşan bibin.’
“Va ye, hûn bi çavê xwe û birayê min Binyamîn jî bi çavê xwe dibîne, bi rastî jî yê ku dipeyive ez im.
Hemû rûmeta ku li Misrê didin min û her tiştê ku we dîtiye, ji bavê min re bêjin. Bi lez bavê min bînin vir.”
Wî xwe avêt stûyê Binyamîn û giriya. Binyamîn jî bi girîn ew hembêz kir.
Çû rûyê hemû birayên xwe û bi ser wan de giriya. Piştre birayên wî pê re peyivîn.
Gava ev xeber gihîşt Firewn ku birayên Ûsiv hatine, Firewn û karmendên wî kêfxweş bûn.
Firewn ji Ûsiv re got: “Ji birayên xwe re bêje: ‘Bila heywanên xwe bar bikin û herin welatê Kenanê.
Bila bavê xwe û malbata xwe bînin vir, ba min. Ezê axa herî baş a welatê Misrê bidim we û hûnê ji xêr û bereketa welêt bixwin.’
Fermana min li te, tu vê jî bêjî: ‘Ji bo anîna jin û zarokên xwe ji Misrê erebeyan bibin û bavê xwe jî bînin vir.
Bila çavê we li pey hebûna we nemîne, çimkî her tiştê qenc ê seranserê welatê Misrê wê bibe yê we.’”
Kurên Îsraêl ev yek kirin. Çawa ku Firewn emir kiribû, Ûsiv erebe û nanê rê da wan.
Destek kinc jî da her yekî ji wan. Lê sê sed perçe zîv û pênc dest kinc da Binyamîn.
Bi vî awayî wî ji bavê xwe re, ji tiştên herî baş ên Misrê deh kerên barkirî û ji bo rêwîtiyê deh makerên bi genim, nan û xurekên din şandin.
Wî birayên xwe bi rê kirin û li ser rê ji wan re got: “Di rê de şerê hev nekin.”
Ew ji Misrê derketin û hatin welatê Kenanê ba Aqûbê bavê xwe.
Wan ji bavê xwe re got: “Ûsiv hê jî dijî! Ew serwerê seranserê welatê Misrê ye.” Aqûb di cihê xwe de sar bû, çimkî wî ji wan bawer nedikir.
Lê gava wan behsa hemû tiştên ku Ûsiv ji wan re gotine kir û erebeyên ku şandibûn pey wî dîtin, bêhna wî fireh bû.
Îsraêl got: “Min bawer kir! Kurê min Ûsiv hê jî dijî. Beriya ku ez bimirim, ezê herim wî bibînim.”
Îsraêl bi her tiştê xwe re bi rê ket. Gava gihîşt Beêr-Şevayê, wî qurban ji Xwedayê bavê xwe Îshaq re serjê kirin.
Wê şevê Xwedê di xewnê de bi Îsraêl re peyivî û got: “Aqûb, Aqûb!” Aqûb got: “Belê ezbenî!”
Xwedê got: “Ez Xwedê me, Xwedayê bavê te. Ji çûna Misrê netirse, çimkî ezê li wê derê ziriyeta te bikim miletekî mezin.
Ezê bi te re werim Misrê û dîsa te vegerînim. Çaxê tu bimirî, wê Ûsiv li ber serê te be.”
Aqûb ji Beêr-Şevayê derket. Kurên Îsraêl bavê xwe Aqûb, zarokên xwe û jinên xwe hildan û li erebeyên ku Firewn ji bo wan şandibûn siwar kirin.
Aqûb hemû maliyên xwe, heywanên xwe û her tiştê ku li welatê Kenanê kar kiribû hildan û çû Misrê.
Wî bi xwe re kurên xwe, keçên xwe, neviyên xwe, hemû ziriyeta xwe, anîn Misrê.
Navê kurên Îsraêl, ango Aqûb ên ku çûn Misrê ev in: Rûbên nixuriyê Aqûb.
Kurên Rûbên: Henox, Pallû, Hesron û Karmî.
Kurên Şimûn: Yemûêl, Yamîn, Ohad, Yaxîn, Sohar û kurê jineke Kenanî Şawûl.
Kurên Lêwî: Gêrşon, Qohat û Mêrarî.
Kurên Cihûda: Êr, Onan, Şêla, Peres û Zerah. Lê Êr û Onan li welatê Kenanê miribûn. Kurên Peres: Hesron û Hamûl.
Kurên Îssexar: Tola, Pûwa, Yov û Şîmron.
Kurên Zevûlon: Serêd, Elon û Yahleyêl.
Lêa ev kur û keça xwe Dînayê li Paddan-Aramê ji Aqûb re anîbûn. Kur û keçên Aqûb li ser hev sî û sisê bûn.
Kurên Gad: Sîfyon, Haggî, Şûnî, Esbon, Êrî, Arodî û Arêlî.
Kurên Aşêr: Yîmna, Yîşwa, Yîşwî, Beriya û xwişka wan Serah. Kurên Beriya: Hever û Malkiyêl.
Ev kur, ji Zîlpayê ya ku Lavan dabû keça xwe Lêayê ji Aqûb re çêbûbûn. Ev li ser hev şanzdeh kes bûn.
Kurên Rahêla jina Aqûb: Ûsiv û Binyamîn.
Herdu kurên Ûsiv, Minaşşe û Efrayîm, li welatê Misrê ji Asenata keça Potîfera yê kahinê bajarê Onê çêbûn.
Kurên Binyamîn: Bela, Bexer, Aşbêl, Gêra, Naeman, Êhî, Roş, Muppîm, Huppîm û Ard.
Rahêlê ev herdu ji Aqûb re anîbûn. Hemû li ser hev çardeh kes bûn.
Kurê Dan: Huşîm.
Kurên Neftelî: Yahseyêl, Gûnî, Yêser û Şîllêm.
Ev kurên Bîlhayê bûn a ku Lavan dabû keça xwe Rahêlê. Hemû li ser hev heft kur ji Aqûb re anîbûn.
Kesên ku bi ziriyeta Aqûb re çûn Misrê, jinên kurên wî ne tê de, tevahiya yên ku rast jê çêbûbûn şêst û şeş kes bûn.
Bi herdu kurên Ûsiv ên ku li Misrê çêbûbûn, hejmara Mala Aqûb a ku çûn Misrê li ser hev heftê kes bûn.
Aqûb, Cihûda li pêşiya xwe şand ba Ûsiv ku riya Goşenê nîşan bide. Gava ew gihîştin Goşenê,
Ûsiv erebeya xwe amade kir û çû Goşenê pêşiya bavê xwe Îsraêl. Wî çawa bavê xwe dît, xwe avêt stûyê wî û demeke dirêj giriya.
Îsraêl ji Ûsiv re got: “Piştî ku min bi çavê xwe dît ku tu dijî, êdî ez bimirim jî ne xem e.”
Ûsiv ji birayên xwe û ji malbata bavê xwe re got: “Ezê rabim hevraz bim û ji Firewn re bêjim: ‘Birayên min û malbata bavê min ên ku li welatê Kenanê rûniştibûn, hatin ba min.
Ew şivan in û xweyê keriyan in. Wan pezên xwe, dewarên xwe û her tiştê xwe anîne.’
Firewn wê gazî we bike û bipirse: ‘Hûn çi karî dikin?’
Wê gavê hûnê bêjin: ‘Em xulamên te, ji zarokatiya xwe ve, wekî bav û kalan xweyî pez in.’ Wê ji we re destûr bê dayîn ku hûn li herêma Goşenê bi cih bibin. Çimkî şivantî li ba Misriyan kirêt e.”
Ûsiv çû û ji Firewn re got: “Bav û birayên min, tevî pez û dewarên xwe û her tiştê xwe ve ji welatê Kenanê hatin û niha li herêma Goşenê ne.”
Wî ji nav birayên xwe pênc kes hilda û birin dîwana Firewn.
Firewn ji birayên Ûsiv pirsî: “Hûn çi karî dikin?” Ji Firewn re got: “Em xulamên te ji bav û kalan ve şivan in.
Em hatin ku li vî welatî bi xerîbî bimînin. Çimkî li welatê Kenanê xelayeke giran heye û ji bo pezê me çêre tuneye. Niha, ji kerema xwe destûrê bide van xulamên xwe ku em li herêma Goşenê bi cih bibin.”
Firewn ji Ûsiv re got: “Bav û birayên te hatin ba te.
Diyarê Misrê li ber te ye. Bav û birayên xwe li dera herî baş a welêt bi cih bike. Bila li herêma Goşenê rûnin. Heke di nav wan de yên jêhatî hebin, wan li ser pez û dewarê min bike serkar.”
Piştre Ûsiv bavê xwe Aqûb anî û derxist dîwana Firewn. Aqûb Firewn pîroz kir.
Firewn jê pirsî û got: “Tu çend salî yî?”
Aqûb ji Firewn re got: “Salên min ên xerîbiyê sed û sî ne. Salên min zû û zor derbas bûn. Bi qasî salên bav û kalên min ên xerîbiyê dom nekir.”
Aqûb Firewn pîroz kir û ji dîwana wî derket.
Ûsiv bav û birayên xwe li welatê Misrê bi cih kirin û çawa ku Firewn emir kiribû, li dera herî baş a welêt, li herêma Ramsêsê milk da wan.
Ûsiv li gorî hejmara wan, bavê xwe, birayên xwe û hemû malbata bavê xwe xweyî kirin.
Xela wisa giran bû ku li tevahiya welêt nan nema. Diyarên Misir û Kenanê ji ber xelayê şikestibûn.
Ûsiv hemû pereyê ku li diyarên Misrê û Kenanê hebû, bi firotina genim civand û bir qesra Firewn.
Çaxê pereyê xelkên welatên Misir û Kenanê qediya, hemû Misrî hatin ba Ûsiv. Wan jê re got: “Nan bide me. Ma em li ber çavê te bimirin? Pereyê me nema.”
Ûsiv ji wan re got: “Heke pereyê we nemaye, pezê xwe bînin. Ezê di ber pezê we de genim bidim we.”
Bi vî awayî wan heywanên xwe ji Ûsiv re anîn. Ûsiv beramberî hesp, pez, dewar û kerên wan, xwarin da wan. Wî, wê salê di ber hemû heywanên wan de nan da wan.
Piştî ku ew sal derbas bû, sala diduyan dîsa hatin ba Ûsiv. Wan got: “Em nikarin ji xweyê xwe veşêrin ku pereyê me nemaye û heywanên me jî bûne yên te. Canê me û zeviyên me ne tê de, tiştekî ku em bidin xweyê xwe nemaye.
Ma em li ber çavê te bimirin? Çima axa me bibe çol? Me û zeviyên me di ber xwarinê de bikire. Em bibin koleyên Firewn û zeviyên me jî bibin ên wî. Tov bide me ku em bijîn û nemirin. Zevî nebin çol.”
Bi vî awayî Ûsiv hemû axa Misrê ji bo Firewn kirî. Hemû Misriyan zeviyên xwe firotin. Çimkî xela ji bo wan pir giran bû. Ax bû ya Firewn.
Ûsiv ji serekî Misrê heta serê din, tevahiya gelê Misrê kir kole.
Wî tenê erdê kahinan nekirî. Çimkî wan bi pergal ji Firewn tayîn distand û ji tayîna ku Firewn dida wan, têra xwarina wan dikir. Ji ber vê yekê wan axa xwe nefirotin.
Ûsiv ji gel re got: “Niha îro min hûn û axa we jî, ji Firewn re kirî. Va ye ji we re tov, axê bajon!
Çaxê hûn dexlê xwe kom bikin, ji pêncan yekî bidin Firewn. Lê ji pêncan çarên din jî, ji bo tovê zeviyan û ji bo xwarina xwe, maliyên xwe û zarokên xwe hilînin.”
Wan got: “Te canê me rizgar kir. Heke dilê xweyê me bi me xweş be, emê bibin koleyên Firewn.”
Ûsiv ev yek li Misrê kir qanûn. Heta îro jî, ji pêncan yek ya Firewn e. Tenê axa kahinan nebû ya Firewn.
Îsraêl li welatê Misrê, li herêma Goşenê bi cih bû. Ew li wê derê bûn xweyî milk, berdar bûn û gelek zêde bûn.
Aqûb li welatê Misrê hivdeh sal ma. Emrê wî sed û çil û heft sal bû.
Çaxê rojên mirina wî nêzîk bûn, wî gazî kurê xwe Ûsiv kir û jê re got: “Heke dilê te bi min xweş be, destê xwe deyne ser ranê min û soz bide ku tê qencî û dilsoziyê nîşanî min bidî. Min li Misrê veneşêre.
Kengê ez gihîştim bav û kalên xwe, min ji Misrê derîne û li ba wan veşêre.” Ûsiv got: “Ezê wekî gotina te bikim.”
Îsraêl got: “De ka sond bixwe.” Ûsiv sond xwar. Îsraêl xwe tewand û li ser nivînên xwe perizî Xwedê.
Piştî demekê ji Ûsiv re got: “Bavê te nexweş e.” Ûsiv herdu kurên xwe Minaşşe û Efrayîm hildan û da rê.
Gava ji Aqûb re got: “Va ye kurê te Ûsiv tê ba te,” Îsraêl xwe da hev û li ser nivînan rûnişt.
Aqûb ji Ûsiv re got: “Xwedayê Karîndar li Lûzê, li welatê Kenanê li min xuya bû, ez pîroz û bereket kirim
û ji min re got: ‘Ezê te berdar bikim û zêde bikim. Ezê te bikim komeke gelan û ezê piştî te vî welatî bidim ziriyeta te ku her û her bibe milkê we.’
“Niha herdu kurên te yên ku beriya hatina min li welatê Misrê ji te re çêbûne, yên min tên hesibandin. Wekî ku Rûbên û Şimûn ên min in, wê Efrayîm û Minaşşe bibin ên min.
Zarokên ku li pey wan ji te re çêbin, wê bibin ên te. Wê mîrasa wan ji mîrasa birayên wan be.
Çaxê ez ji Paddanê vedigeriyam, Rahêl li welatê Kenanê, hê beriya ku em bigihîjin Efratê, di rê de li ba min mir. Ez pir li ber wê ketim û min ew li wir, li ser riya Efratê –Bêtlehemê– veşart.”
Çaxê Îsraêl kurên Ûsiv dîtin, wî got: “Ev kî ne?”
Ûsiv ji bavê xwe re got: “Ew kurên min in. Xwedê ew li vir dan min.” Îsraêl got: “Wan bîne ba min ku ez wan pîroz bikim.”
Çavên Îsraêl ji kalîtî qels bûbûn û wî bi zorê didît. Ûsiv kurên xwe anîn ba wî, bavê wî ew ramûsan û hembêz kirin.
Îsraêl ji Ûsiv re got: “Min guman nedikir ku ezê rûyê te bibînim, lê va ye Xwedê ziriyeta te jî nîşanî min da.”
Ûsiv kurên xwe ji ser çokên bavê xwe hilanîn û deverû çû erdê.
Ûsiv rahişt herduyan, Efrayîm da aliyê xwe yê rastê, ber milê çepê yê Îsraêl û Minaşşe da aliyê xwe yê çepê, ber milê rastê yê Îsraêl û herdu nêzîkî wî kirin.
Lê Îsraêl destên xwe çeperast dirêj kirin: Wî destê xwe yê rastê danî ser serê yê biçûk Efrayîm û destê xwe yê çepê danî ser serê Minaşşe ku nixurî bû.
Piştre wî Ûsiv pîroz kir û got: “Ew Xwedayê ku bavkalên min Îbrahîm û Îshaq Li ser riya wî çûn, Ew Xwedayê ku di hemû jiyana min de, Heta îro ji min re bûye şivan.
Milyaketê ku ez ji her xerabiyê rizgar kir, Van kuran pîroz bike. Bila ew bi navê min, Bi navê bavkalên min Îbrahîm û Îshaq bên gazîkirin, Li ser rûyê erdê gelek zêde bibin.”
Çaxê Ûsiv dît ku bavê wî destê xwe yê rastê danî ser Efrayîm, ev li xweşa wî neçû. Wî rahişt destê bavê xwe ku ji ser serê Efrayîm hilda ku deyne ser serê Minaşşe.
Ûsiv jê re got: “Na bavo! Ev nixurî ye, destê xwe yê rastê deyne ser serê wî!”
Lê bavê wî nexwest û got: “Ez dizanim kurê min, ez dizanim. Wê Minaşşe jî bibe miletekî mezin. Lê belê wê birayê wî yê biçûk jê mezintir bibe û wê ji ziriyeta wî komeke miletan rabin.”
Wê rojê wî ew pîroz kirin û got: “Bi navê we, wê gelê Îsraêl hev pîroz bikin û bêjin: ‘Xwedê te wekî Efrayîm û Minaşşe bike.’” Bi vî awayî wî Efrayîm kir pêşiya Minaşşe.
Paşê Îsraêl ji Ûsiv re got: “Va ye, ez li ber mirinê me, lê wê Xwedê bi we re be û we bizivirîne welatê bav û kalên we.
Ez pareke ji para birayên te zêdetir didim te. Min ew ji Amoriyan bi şûr û kevanê xwe stand.”
Aqûb gazî kurên xwe kir û got: “Li dora min bicivin, tiştê ku wê di rojên pêş de bê serê we, ez ji we re bêjim.
“Ya kurên Aqûb, bicivin û bibin guhdar, Li gotina bavê xwe Îsraêl bibin haydar.
“Rûbên, tu nixuriyê min, hêza min, Berê pêşî yê hêza min î. Tu ji aliyê rûmet û hêzdariyê ve, Yê herî hêja yî.
Lê tu wekî lehiyê har î, Êdî tu nabî yê herî hêja. Çimkî tu çûyî nav nivîna bavê xwe Û te dewşeka min mirdar kir.
“Şimûn û Lêwî di zordariyê de bira ne, Şûrên wan çekên neheqiyan in.
Ya canê min tu nekeve komeke wan, Beşdar nebe li civînên wan. Çimkî çaxê ew hêrsbûn mirov kuştin, Bi kêfa xwe dewar kulek hiştin.
Bila nalet bê li hêrsa wan, Çimkî hovîtî bû kirina wan. Bila nalet bê li xezeba wan, Çimkî xedar e karê wan. Ezê wan di nav gelê Aqûb de ji hev dûr bikim, Li nav gelê Îsraêl belav bikim.
“Cihûda, wê pesnê te bidin birayên te. Wê di stûyê dijmin de be destê te. Li ber te, çok bidin erdê kurên bavê te.
Cihûda, tu ferxê şêr î, Kurê min, tu destvala ji nêçîrê venagerî. Wekî şêremê xwe vedizelîne, Wekî şêrekî xwe vedikişîne, Kî diwêre wî aciz bike?
Serwer gava werê, Wê milet li ber wî serî deynin, Wê gopalê serweriyê ji destê Cihûda dernekeve Û serwerî ji ziriyeta wî neçe.
Wê kera xwe bi mêwekê ve, Dehşikê xwe bi guliyekî bijare ve girê bide. Wê cilên xwe bi şerabê, Xiftanê xwe bi ava tiriyê sor bişo.
Çavên wî ji şerabê sortir, Diranên wî ji şîr spîtir bin.
“Wê Zevûlon rûne li rûberê deryayê, Bibe wargeh ji bo gemiyan. Dirêj bibe sînorê wî heta Saydayê.
“Îssexar kerekî zexm e Di nav kurtanan de dimerixe.
Çaxê ew dereke xweş a rihet, Warekî ku li xweşa wî diçe bibîne, Wê pişta xwe ji bo barkirinê bitewîne Û suxrê hilîne.
“Dan, wekî eşîrên din ên Îsraêl, Wê gelê xwe rêve bibe.
Dan wê li ser rê bibe marek, Li ser rêçikan koremarek, Wê bi simên hespan vede, Siwar li serpiştê li erdê bixe.
“Ez li benda rizgariya te me, ya Xudan!
“Wê Gad rastî êrîşa birek rêbiran were, Lê wê bide ser pişta wan.
“Aşêr, wê ji aliyê xwarinan ve dewlemend be, Xwarinên ku bi padîşahan dikevin li ba wî çêbin.
“Neftelî xezaleke azad e, Karikên xweşik tîne.
“Ûsiv şaxekî berdar e, Şaxek berdar ê li ber kaniyê. Guliyên wî bi ser dîwaran ve dibezin.
Tîravêjan bêşewat êrîşî wî kirin, Tîr avêtinê, tada lê kirin.
Lê kevanê wî zexim Zendê wî bi hêz derket. Bi destê Xwedayê Aqûb ê Hêzdar, Bi destê Şivan û Zinarê Îsraêl.
Alîkarê te, Xwedayê bavê te ye, Xwedayê Karîndar ê ku te pîroz dike. Ew bi bereketa ezmanên jor Bi bereketa avên bin erdê, Bi bereketa çiçik û zikan te pîroz dike.
Bereketên bavê te, Ji bereketa çiyayên herheyî hêzdartir, Ji bereketa girên zozanan mezintir e. Bila ev bereket li ser dil û serê Ûsiv bin Yê ku serekê ji birayan veqetiya ye.
“Binyamîn di şer de gurekî har e. Serê sibê ew nêçîra xwe dixwe, Êvarê xenîmetê parve dike.”
Duwanzdeh eşîrên Îsraêl ev in. Çaxê bavê wan ew pîroz kirin, wî ev li ser wan got. Wî li gorî her yekî ew pîroz kirin.
Piştre Aqûb ev tembîh li kurên xwe kir: “Ez li ber mirinê me, ez dikim bigihîjim gelê xwe. Min li ba bav û kalên min, di şikefta ku di zeviya Efronê Hîtîtî de ye,
di wê şikefta ku dikeve nav zeviya Maxpêlayê, nêzîkî Mamreyê, li welatê Kenanê ye û Îbrahîm wekî goristan ew der bi zeviyê ve ji Efronê Hîtîtî kirîbû, min li wê derê veşêrin.
Îbrahîm û jina xwe Sara, Îshaq û jina xwe Rebeqa li wê derê veşartî ne. Min Lêayê jî li wir veşart.
Zevî û şikefta tê de, ji Hîtîtiyan hat kirîn.”
Çaxê ku Aqûb fermana ku li kurên xwe dikir qedand, wî lingên xwe kişandin nav nivîna xwe, ruhê xwe da û gihîşt pêşiyên xwe.
Ûsiv xwe avêt ser bavê xwe, pê de giriya û ew ramûsa.
Piştre wî emir da xulamên xwe yên hekîm ku bavê wî mûmya bikin. Li ser vê yekê hekîman Îsraêl mûmya kir.
Mûmyakirin çil rojan berdewam kir. Çimkî ewqas dem pêwist bû. Misriyan heftê rojan şîna wî kir.
Gava şîna wan xilas bû, Ûsiv ji karmendên Firewn re got: “Heke dilê we bi min xweş be, ji bo min bi Firewn re bipeyivin. Jê re bibêjin:
‘Bavê min ez dame sondê û got: Va ye ez li ber mirinê me. Min di gora li welatê Kenanê de veşêrin ku min ji bo xwe kola bû. Niha destûrê bide min ez herim, bavê xwe veşêrim û vegerim.’”
Firewn got: “Here bavê xwe veşêre çawa ku wî te daye sondê.”
Ûsiv ji bo ku bavê xwe veşêre çû. Hemû karmendên Firewn, hemû rîspiyên qesrê û welatê Misrê bi Ûsiv re hevraz bûn.
Hemû malbata Ûsiv, birayên wî û maliyên mala bavê wî jî bi wan re bûn. Tenê zarokên xwe û pez û dewarên xwe li herêma Goşenê hiştin.
Erebe û siwar jî pê re, bi rê ketin. Komeke gelek mezin çêbû.
Çaxê gihîştin Bêndera Atadê ya li rojhilatê Çemê Şerîayê, bi şewat giriyan û şîn kirin. Ûsiv li wir heft rojan ji bo bavê xwe şîn kir.
Çaxê Kenaniyên li wir rûdinin şîna li Bêndera Atadê dît, wan got: “Misrî şîneke çiqas bi şewat dikin!” Ji ber vê yekê, ji vê dera li rojhilatê Çemê Şerîayê re Avêl-Misrayîm gotin.
Kurên Aqûb, fermana ku bavê wan li wan kiribû, bi cih anîn.
Wan ew bir welatê Kenanê û ew li şikefta di zeviya Maxpêlayê ya li kêleka Mamreyê de veşart. Îbrahîm ew goristan bi zeviyê wê ve ji Efronê Hîtîtî kirîbû.
Piştî ku Ûsiv bavê xwe veşart, bi birayên xwe û hemû kesên pê re hatibûn re vegeriya Misrê.
Piştî mirina bavê wan, birayên Ûsiv got: “Gelo Ûsiv dikare li dijî me kîn bigire û heyfa hemû xerabiya ku me pê kiriye ji me bistîne?”
Loma wan şand pey Ûsiv û got: “Bavê te beriya ku bimire ev emir li me kir û got:
‘Ji Ûsiv re bêjin: Ji kerema xwe neheqiya birayên xwe û gunehê wan bibexişîne, çimkî xerabî bi te kirin.’ Niha em ji te rica dikin, tu neheqiya xulamên Xwedayê bavê xwe bibexişîne.” Çaxê gotina wan gihîşt Ûsiv, ew giriya.
Piştre birayên wî hatin, li ber wî xwe deverû avêt erdê û got: “Em koleyên te ne.”
Lê Ûsiv ji wan re got: “Netirsin. Ma ez di cihê Xwedê de me?
We niyet kir ku hûn xerabiyê bi min bikin, lê Xwedê wekî ku îro dibe ev niyet vegerand ser qenciyê. Loma gelek kes ji mirinê filitîn.
Êdî netirsin. Ezê we û zarokên we xweyî bikim.” Wî bi gotinên xweş, dilê wan geş kir.
Ûsiv bi malbata bavê xwe re li Misrê ma. Wî sed û deh sal emir kir.
Wî Efrayîm û neviyên wî dîtin. Herwiha wî bûyîna zarokên Maxîrê kurê Minaşşe jî dîtin.
Ûsiv ji birayên xwe re got: “Ez li ber mirinê me. Lê bêguman wê Xwedê were alîkariya we û we ji vî welatî bibe wî welatê ku ji Îbrahîm, Aqûb û Îshaq re soza wê dabû.”
Ûsiv kurên Îsraêl da sondê û got: “Esse wê Xwedê were alîkariya we û divê hûn hestiyên min ji vir derxin.”
Ûsiv di sed û deh saliya xwe de mir. Wan ew mûmya kir û xist tabûtekê. Ew li Misrê ma.
Navên kurên Îsraêl ên ku bi malbatên xwe re bi Aqûb re çûbûn Misrê ev in:
Rûbên, Şimûn, Lêwî, Cihûda,
Îssexar, Zevûlon, Binyamîn,
Dan, Neftelî, Gad û Aşêr.
Kesên ku ji ziriyeta Aqûb dihatin li ser hev heftê kes bûn. Ûsiv ji xwe li Misrê bû.
Bi demê re Ûsiv, hemû birayên wî û tevahiya wî nifşî mirin.
Lê gelê Îsraêl berdar û belav bû. Ew li hev zêde bûn û her ku çû xurt bûn. Welat bi wan tije bû.
Paşê li Misrê padîşahekî nû rabû ku haya wî ji Ûsiv tunebû.
Wî ji gelê xwe re got: “Va ye gelê Îsraêl ji me mezintir û hêzdartir e.
Werin em li dijî wan biaqil bin, an na wê zêdetir bibin. Heke şerek derkeve, wê bi dijminên me re bibin yek, li dijî me şer bikin û ji vî welatî derkevin herin.”
Îcar Misriyan serkar danîn ser wan ku bi suxreya giran eziyetê li wan bikin. Wan ji bo Firewn, Pîtom û Ramsêsê ava kirin ku bajarên embarî bûn.
Lê çiqas eziyet li wan hat kirin, ew bêtir zêde û belav bûn. Ji ber vê yekê Misrî ji gelê Îsraêl ditirsiyan.
Misrî bi darê zorê gelê Îsraêl dan xebatê.
Wan bi karên giran ên xerc û kelpîçan û hemû karên cotkarî, jiyan li wan kirin jehr. Di hemû karên xwe de bi darê zorê ew dan xebatê.
Padîşahê Misrê ji pîrikên Îbranî yên bi navên Şîfra û Pûayê re wiha got:
“Gava hûn ji jinên Îbranî re pîriktiyê bikin û jina li ser textê zarokanînê bibînin wisa bikin: Heke kur be bikujin, lê keç be dest nedinê.”
Lê pîrik ji Xwedê ditirsiyan, wan li gorî emrê Padîşahê Misrê nekir. Zarokên kur sax hiştin.
Padîşahê Misrê gazî pîrikan kir û ji wan re got: “We çima wisa kir? Çima zarokên kur sax hiştin?”
Pîrikan ji Firewn re got: “Jinên Îbraniyan ne wekî jinên Misriyan in. Ew gelekî xurt in û hê beriya pîrik bên, zarokan tînin.”
Xwedê qencî bi pîrikan kir. Her ku çû gel zêde û xurt bû.
Ji ber ku pîrik ji Xwedê ditirsiyan, Xwedê ew kirin xweyî mal û malbat.
Li ser vê yekê Firewn ferman da tevahiya gelê xwe û got: “Her zarokê kur ê Îsraêlî gava çêbû bavêjin Çemê Nîlê lê keçikan sax bihêlin.”
Zilamekî ji Mala Lêwî bi keçeke ji eşîra xwe re zewicî.
Jinik bi zaro ma û kurek anî. Jinikê dît ku lawik xweşik e. Loma wê ew sê mehan veşart.
Çaxê dît êdî nikare wî veşêre, rabû selikeke hesîr anî, bi qîr û qetranê sewax kir, kurik tê de bi cih kir û li ber keviya Nîlê danî nav zilan.
Xwişka wî ji dûr ve sekinî, lê nihêrî ka wê çi pê bibe.
Keça Firewn, ji bo ku xwe bişo çû ber çêm. Xizmetkarên wê jî li ber çêm digeriyan. Çaxê wê di nav zilan de selik dît, xizmetkara xwe şand ku here bîne.
Wê selik vekir û zarok dît. Kurik digiriya. Ew li ber wî ket û got: “Ev, zarokekî Îbraniyan e.”
Xwişka kurik ji keça Firewn re got: “Gelo ez herim gazî dadikeke Îbranî ya berdergûş bikim ku were û ji bo te şîr bide vî kurikî?”
Keça Firewn got: “Here gazî bike!” Keçik çû gazî diya zarok kir.
Keça Firewn ji jinikê re got: “Vî kurikî hilde û ji bo min şîr bidê. Ezê heqê te bidim.” Jinikê kurik hilda û şîr dayê.
Gava kurik mezin bû, wê ew ji keça Firewn re anî. Keça Firewn ew kir kurê xwe, navê wî Mûsa danî û got: “Çimkî min ew ji avê derxist.”
Paşê Mûsa mezin bû, rojekê ew çû nav gelê xwe û barê wan ê giran dît. Wî dît ku yekî Misrî, li birayekî wî yê Îbranî dixe.
Çaxê li dora xwe nihêrî û dît ku kes tuneye, wî yê Misrî kuşt û di nav sêlakê de veşart.
Dotira rojê dîsa rabû çû derve. Dît ku du Îbranî li hev dixin. Wî ji yê neheq re got: “Tu çima li birayê xwe dixî?”
Zilam jê re got: “Kê tu li ser serê me kirî serek û dadger? Wekî ku te yê Misrî kuşt, tu dixwazî min jî bikujî?” Mûsa tirsiya û di dilê xwe de got: “Êdî ev tişt kifş bûye.”
Gava Firewn ev yek bihîst, li Mûsa geriya ku wî bikuje. Lê Mûsa ji ber wî reviya, çû diyarê Mîdyanê û li ser bîrekê rûnişt.
Heft keçên kahinekî Mîdyanê hebûn. Hatin avê ku ji bîrê bikişînin. Wan cirn tije kirin ku av bidin pezê bavê xwe.
Lê çend şivan hatin û ew ji wir qewitandin. Li ser vê yekê, Mûsa rabû, alîkariya wan kir û av da pezê wan.
Gava keçik zivirîn hatin ba Reûêlê bavê xwe, wî ji wan re got: “Keçikno xêr e hûn îro zû hatin?”
Keçikan got: “Zilamekî Misrî em ji destê şivanan rizgar kirin, ji bo me av kişand û da pezê me.”
Wî ji keçikan re got: “Ka ew li ku ye? We çima ew zilam berda? Herin gazî bikin, bila were nan bixwe.”
Mûsa razî bû ku li ba wî zilamî bimîne. Wî jî keça xwe Sîpporayê da Mûsa.
Sîpporayê kurek anî. Mûsa navê wî Gêrşom danî û got: “Çimkî ez li welatekî din bûm xerîbek.”
Gelek sal derbas bûn. Wext hat ku Padîşahê Misrê mir. Gelê Îsraêl hê jî di bin koletiyê de dinaliya û dikir hewar. Dem hat hewara wan gihîşt Xwedê.
Xwedê nalîna wan bihîst, peymana ku bi Îbrahîm, Îshaq û Aqûb re çêkiribû anî bîra xwe.
Wî li gelê Îsraêl mêze kir û bala xwe da ser wan.
Mûsa şivantiya pezê xezûrê xwe Yîtroyê Kahinê Mîdyanî dikir. Wî kerî ajot pişt beriyê û gihîşt Horêva Çiyayê Xwedê.
Milyaketê Xudan, bi pêta êgir ji nav deviyekê lê xuya bû. Mûsa dît ku agirek hebû lê devî neşewite.
Mûsa got: “Ka ez herim, li vê ecêbê binêrim çima agirek heye û devî naşewite?”
Gava Xudan dît ew ji bo dîtinê hat, Xwedê ji nav deviyê gazî wî kir û got: “Mûsa, Mûsa!” Wî got: “Keremke ezbenî!”
Xwedê got: “Zêde nêzîk nebe. Çaroxên xwe ji piyên xwe derxe. Çimkî cihê ku tu pê lê dikî, erdê pîroz e.
Ez Xwedayê bavê te, Xwedayê Îbrahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb im.” Mûsa rûyê xwe nixamt, çimkî ew ditirsiya ku li Xwedê binêre.
Xudan got: “Min tengasiya gelê xwe ya li Misrê ji nêzîk ve dît û hewara suxrevanan a ji destê serkaran bihîst. Ez bi êşa wan dizanim.
Loma ez hatim ku wan ji destê Misriyan rizgar bikim. Ez hatim ku wan ji wî welatî derînim û bişînim welatê Kenanî, Hîtîtî, Amorî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyan, wî welatê xweş û fireh ê ku şîr û hingiv jê diherike.
Hewara gelê Îsraêl gihîşt ba min û min tengasiya ku Misriyan da wan, dît.
Niha were, ez te bişînim ba Firewn ku gelê xwe Îsraêliyan ji destê Misriyan derxim.”
Mûsa ji Xwedê re got: “Ez kî me ku herim ba Firewn û gelê Îsraêl ji Misrê derxim?”
Xwedê got: “Ezê bi te re bim. Nîşana ku ez te dişînim wê ev be: Gava te gel ji Misrê derxist, hûnê li vî çiyayî xulamiya min bikin.”
Mûsa ji Xwedê re got: “Gava ez herim ba gelê Îsraêl û ji wan re bêjim: ‘Xwedayê bav û kalên we ez şandim’ û ew ji min re bêjin: ‘Navê wî çi ye?’ wê gavê ezê ji wan re çi bêjim?”
Xwedê ji Mûsa re got: “EZ EZ IM. Tê ji gelê Îsraêl re bêjî, ‘EZ IM’ ez şandim ba we.”
Xwedê ji Mûsa re got: “Tê ji gelê Îsraêl re wiha bêjî: ‘Xwedayê bav û kalên we, Xwedayê Îbrahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb Yahwe ez şandim ba we.’ Navê min her û her ev e. Nifş bi nifş ezê wiha bêm bibîranîn.
Niha here û hemû rîspiyên gelê Îsraêl bicivîne û ji wan re bêje: ‘Xwedayê bav û kalên we, Xwedayê Îbrahîm, Îshaq û Aqûb Yahwe li min xuya bû û wiha got: Ji nêzîk ve bala min li ser we ye û min a ku li Misrê bi we kirin dît.
Min soz da, ezê we ji tengasiya Misrê rizgar bikim û we derînim welatê Kenanî, Hîtîtî, Amorî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyan ê ku şîr û hingiv jê diherike.’
“Wê rîspiyên gelê Îsraêl guhdariya dengê te bikin û hûnê bi hev re herin ba Padîşahê Misrê û bêjin: ‘Xwedayê Îbraniyan Xudan rastî me hat. Niha destûr bide me, ji bo ku em ji Xwedayê xwe Xudan re qurban serjê bikin, em sê rojan di beriyê de rêve herin.’
Lê ez dizanim, heta ku ji aliyê destekî hêzdar ve neyê zorkirin, wê Padîşahê Misrê destûr nede we ku hûn herin.
Ezê destê xwe dirêj bikim û bi kirina hemû karên nedîtî, li Misriyan bixim. Wî çaxî wê Firewn we berde.
“Ezê bikim ku Misrî bi vî gelî re keremdar bin. Herwiha gava hûn herin, wê destên we vala nemîne.
Wê her jin ji cîrana xwe yan ji mêvana xwe tiştên zêr û zîv û cilûbergan bixwaze. Hûnê kur û keçên xwe bi wan bixemilînin. Bi vî awayî hûnê Misriyan talan bikin.”
Mûsa li Xudan vegerand û got: “Lê ku ji min bawer nekin? Guhdariya dengê min nekin û bêjin: ‘Xudan li te xuya nebû!’”
Xudan jê re got: “Ev çi ye di destê te de?” Wî got: “Gopal e.”
Xudan got: “Wî bavêje erdê!” Gava Mûsa gopalê xwe avêt erdê, ew bû mar û Mûsa ji ber reviya.
Xudan ji Mûsa re got: “Destê xwe dirêj bike û bi dûvika wî bigire.” Çaxê Mûsa xwar bû û ew hilda, mar careke din bû gopal.
Xudan got: “Vê bike ku ew baweriyê pê bînin ku Xwedayê bav û kalên wan, Xwedayê Îbrahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb Xudan li te xuya bûye.”
Careke din Xudan jê re got: “Niha destê xwe bixe paşila xwe.” Mûsa destê xwe xist paşila xwe. Çaxê wî destê xwe deranî, dît ku destê wî wekî berfê, spî û kotî ye.
Xudan got: “Destê xwe careke din bixe paşila xwe.” Mûsa dîsa destê xwe xist paşila xwe û gava deranî, dîsa wekî berê bû.
Xudan got: “Heke ji te bawer nekin û bala xwe nedin nîşana pêşî, belkî ji nîşana diduyan bawer bikin.
Heke bawerî bi herdu nîşanan jî neyînin û guhdariya dengê te nekin, tu ji Çemê Nîlê hinekî av hilde û li ser erdê birijîne. Ava tê ji Nîlê hilînî û li ser erdê birijînî, wê bibe xwîn.”
Lê Mûsa ji Xudan lava kir û got: “Ezbenî ya Reb! Ne duh, ne pêr û ne jî, ji dema tu ji xulamê xwe re dibêjî heta niha, ez ne zilamê peyivînê me. Zimanê min giran e.”
Xudan jê re got: “Ma kê devê mirov çêkir? Ma kî mirov dike ker, lal, kor an dibîne? Ma ne Xudan e, ma ne ez im?
Niha here, ezê bi devê te re bim û ya ku tê bêjî hînî te bikim.”
Mûsa got: “Ezbenî, ya Reb! Ji kerema xwe yekî din di şûna min de bişîne!”
Xudan li Mûsa hêrs bû û got: “Ma Harûnê Lêwiyî ne kekê te ye? Ez dizanim, ew baş dipeyive. Ew niha dertê ku bê pêşiya te û gava ew te bibîne wê dilê wî şa bibe.
Bi wî re bipeyive û gotinê bixe devê wî. Ezê bi devê te û bi devê wî re bim û ya ku hûnê bikin, hînî we bikim.
Wê berdevkiya te bike, di cihê te de bi gel re bipeyive. Tê ji bo wî wekî Xwedê bî.
Vî gopalî bide destê xwe ku tê pê nîşanan raber bikî.”
Mûsa çû û zivirî ba xezûrê xwe Yîtro û jê re got: “Ji kerema xwe destûr bide min, ez vegerim ba birayên xwe yên li Misrê û binêrim ka ew dijîn an na?” Yîtro ji Mûsa re got: “Bi xêr û silamet here!”
Xudan li Mîdyanê ji Mûsa re got: “Vegere Misrê, çimkî hemû kesên ku li pey kuştina te bûn mirin.”
Mûsa jina xwe û kurên xwe hildan, ew li kerê siwar kirin û zivirî welatê Misrê. Mûsa gopalê Xwedê da destê xwe.
Xudan ji Mûsa re got: “Gava tu vegeriyayî Misrê, pê hêza ku min daye te, hemû nîşanên ku min dane te, li pêşberî Firewn bike. Lê ezê dilê wî hişk bikim û wê gel bernede.
Piştre ji Firewn re bêje: ‘Xudan wiha dibêje: Îsraêl kurê min ê pêşî ye.
Min ji te re got kurê min berde ku xulamiya min bike. Lê te nekir. Li ser vê yekê ezê kurê te yê pêşî bikujim.’”
Di rê de, li dera ku wan şeva xwe lê borandin, Xudan rastî Mûsa hat û xwest wî bikuje.
Sîpporayê kevirekî heste hilda, kurê xwe sinet kir û çermê wî li navrana Mûsa da û got: “Bi rastî jî tu ji bo min zavayê bi xwîn î.”
Bi vî awayî Xudan dev ji Mûsa berda. Sîpporayê ji Mûsa re got: “Tu ji ber sinetê zavayê bi xwîn î.”
Di vê navberê de Xudan ji Harûn re got: “Here beriyê, pêşiya Mûsa.” Harûn çû û li Çiyayê Xwedê rastî Mûsa hat û ew maçî kir.
Mûsa hemû peyvên ku Xudan jê re gotibûn û hemû nîşanên ku lê emir kiribû, ji Harûn re got.
Mûsa û Harûn çûn û hemû rîspiyên gelê Îsraêl civandin.
Harûn, hemû peyvên ku Xudan ji Mûsa re gotibûn ji wan re got. Wî li ber çavê gel ew nîşan raber kirin.
Gel bawer kir. Gava gelê Îsraêl bihîst ku Xudan bala xwe da tengasiyên wan, deverû çûn erdê û perizîn.
Piştre Mûsa û Harûn çûn ba Firewn. Wan jê re got: “Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Gelê min berde. Bila li beriyê ji min re cejnê bike.’”
Firewn got: “Ma Xudan kî ye ku ez guhdariya dengê wî bikim û gelê Îsraêl berdim? Ez Xudan nas nakim, gelê Îsraêl jî bernadim.”
Wan got: “Xwedayê Îbraniyan li me xuya bû. Em ji te lava dikin, bihêle sê rojan em di beriyê re herin û ji Xwedayê xwe Xudan re qurbanan serjê bikin. Nexwe wê me bi şûr an kulê ceza bike.”
Lê Padîşahê Misrê ji wan re got: “Mûsa û Harûn, hûn çima xelkê ji karên wan dikin? Hûn jî herin ser karê xwe!”
Piştre Firewn wiha got: “Binêrin, niha ew ji Misriyan zêdetir in û hûn wan ji karên wan dikin!”
Hema wê rojê Firewn emir da serkarên suxrevanan û karmendên gel û got:
“Ji bo çêkirina kelpîçan, êdî hûnê kayê nedin gel. Bila ew bi xwe herin û kayê bicivînin.
Lê ji wan bixwazin ku bi qasî berê kelpîçan çêkin, hejmara kelpîçan kêm nekin. Çimkî ew tiral in. Loma diqîrin û dibêjin: ‘Em herin û ji Xwedayê xwe re qurban serjê bikin.’
Barên wan girantir bikin. Hê bêtir bixebitin û guh nedin peyvên derew.”
Serkarên suxrevanan û karmendên gel derketin. Wan ji gel re got: “Firewn wiha dibêje: ‘Ezê kayê nedim we.
Rabin herin, we ka li ku peyda kir, ji xwe re bînin. Lê wê karê we neyê kêmkirin.’”
Bi vî awayî gel, ji bo ku di şûna kayê de pûş bide hev li seranserê welatê Misrê belav bû.
Serkarên suxrevanan zorê li wan dikir û digot: “Wekî rojên ku ka hebû, karên xwe bêkêmahî pêk bînin.”
Serkarên suxrevanan ku Firewn danîbûn ser wan li karmendên gelê Îsraêl xist û ji wan re got: “We çima duh û îro, wekî berê kelpîçên ji we dihatin xwestin çênekirin?”
Gava karmendên gelê Îsraêl hatin ba Firewn, wan lava kir û got: “Tu çima li xulamên xwe wiha dikî?
Kayê nadin me û ji me re dibêjin: ‘Kelpîçan çêkin!’ Va ye li xulamên te dixin, lê yê sûcdar gelê te ye.”
Firewn got: “Hûn tiral in, tiral! Loma hûn dibêjin: ‘Em herin, ji Xudan re qurban serjê bikin.’
Niha herin û bixebitin. Wê kayê jî nedin we, lê divê hûn hejmara kelpîçan kêm nekin.”
Gava ji karmendên gelê Îsraêl re hat gotin: “Hûnê ji hejmara kelpîçan û karê xwe yê rojane tiştekî kêm nekin,” wan fêm kir ku ew di rewşeke zor de ne.
Çaxê ew ji ba Firewn rabûn, rastî Mûsa û Harûn hatin ku li benda wan sekinîbûn.
Ji wan re got: “Bila Xudan a ku we kir bibîne û ceza bike! We em di çavê Firewn û peywirdarên wî de rezîl kirin. Ji bo ku me bikujin, we şûrek da destê wan.”
Mûsa li Xudan zivirî û got: “Ya Reb, te çima xerabî bi vî gelî kir? Te çima ez şandim?
Ji roja ku ez bi navê te çûm ku bi Firewn re bipeyivim heta niha, ew xerabiyê bi vî gelî dike û ji bo ku tu gelê xwe rizgar bikî, te tiştek nekir.”
Xudan ji Mûsa re got: “Tê bibînî niha ezê çi bi Firewn bikim. Wê ji ber destê min ê hêzdar gelê Îsraêl berde û ji ber destê min ê hêzdar wan ji welatê xwe biqewitîne.”
Xwedê careke din ji Mûsa re got: “Ez Yahwe me.
Ez wekî Xwedayê Karîndar li Îbrahîm, Îshaq û Aqûb xuya bûm, lê min xwe bi navê Yahwe bi wan neda naskirin.
Min bi wan re peymanekê çêkir ku ez welatê Kenanê bidim wan ku lê bi xerîbî diman.
Min nalîna gelê Îsraêl ku koleyên Misriyan in bihîst û peymana xwe bi bîr anî.
“Loma ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Ez Xudan im. Ezê we ji bin barê Misriyan derînim û we ji koletiya wan azad bikim. Ezê bi zendê xwe yê dirêjkirî wan bi giranî ceza bikim û we rizgar bikim.
Ezê we bikim gelê xwe û bibim Xwedayê we. Hûnê bizanibin ku ez Xwedayê we Xudan im û min hûn ji bin barê Misriyan deranî.
Ezê we bibim wî welatê ku min soz dabû bidim Îbrahîm, Îshaq û Aqûb. Ezê wê derê bikim milkê we. Ez Xudan im.’”
Mûsa ev ji gelê Îsraêl re got, lê ji ber ku hêviyên wan şikestibûn û di bin koletiyeke giran de bûn guh nedanê.
Xudan ji Mûsa re got:
“Here, ji Firewn re bêje bila ji welatê xwe gelê Îsraêl berde.”
Lê Mûsa ji Xudan re got: “Gelê Îsraêl guhdariya min nake, wê Firewn çawa guhdariya min bike? Ji xwe ez mirovekî bêzar û ziman im!”
Xudan li ser gelê Îsraêl û Firewn bi Mûsa û Harûn re peyivî û li wan emir kir ku wan ji welatê Misrê derîne.
Serekên malbatên Îsraêliyan ev bûn: Kurên Rûbênê nixuriyê Îsraêl: Henox, Pallû, Hesron û Karmî. Ev ji binemala Rûbên in.
Kurên Şimûn: Yemûêl, Yamîn, Ohad, Yaxîn, Sohar û kurê jineke Kenanî Şawûl. Ev ji binemala Şimûn in.
Li gorî qeydên ziriyeta wan, kurên Lêwî ev in: Gêrşon, Qohat û Mêrarî. Lêwî 137 sal kir.
Kurên Gêrşon, li gorî binemalên xwe ev in: Lîvnî û Şîmî.
Kurên Qohat: Emram, Yîshar, Hevron û Ûzziyêl. Qohat 133 sal kir.
Kurên Mêrarî: Mahlî û Mûşî. Li gorî qeydên ziriyetên wan, binemalên Lêwî ev bûn.
Emram bi meta xwe Yoxeved re zewicî û Yoxevedê jê re Harûn û Mûsa anî. Emram 137 sal kir.
Kurên Yîshar: Qorax, Nefeg û Zikrî.
Kurên Ûzziyêl: Mîşaêl, Êlsafan û Sîtrî.
Harûn xwişka Nahşon, Êlîşevaya keça Emmînadav ji xwe re anî. Ji Êlîşevayê jê re Nadav, Avîhû, Êlezar û Îtamar çêbûn.
Kurên Qorax: Assîr, Êlqana û Aviyasaf. Binemalên Qoraxî ev in.
Kurê Harûn Êlezar, ji keçên Pûtiyêlê yek ji xwe re anî û ji wê Pînehas çêbû. Li gorî binemalên xwe serekên malbatên Lêwî ev in.
Mûsa û Harûnê ku Xudan ji wan re got: “Gelê Îsraêl ref bi ref ji welatê Misrê derînin” ev bûn.
Kesên ku ji bo gelê Îsraêl ji Misrê derînin, bi Firewn re peyivîn Mûsa û Harûn in.
Roja Xudan li welatê Misrê bi Mûsa re peyivî,
wî jê re got: “Ez Xudan im. Her tiştê min ji te re got, ji Firewn re bibêje.”
Lê Mûsa li hizûra Xudan wiha got: “Ji xwe ez mirovekî bêzar û ziman im, wê Firewn çawa guh bide min?”
Xudan ji Mûsa re got: “Va ye ez te ji Firewn re dikim wekî Xwedê û wê birayê te Harûn bibe pêxemberê te.
Her tiştê ku min ji te re got, ji birayê xwe Harûn re bibêje. Bila Harûn ji Firewn bixwaze ku gelê Îsraêl ji welatê xwe berde.
Lê ezê dilê Firewn hişk bikim û nîşan û kerametên xwe li welatê Misrê zêde bikim.
Gava Firewn guhdariya we neke, ezê destê xwe deynim ser Misrê û bi giranî ceza bikim. Ezê gelê xwe yê Îsraêlî ref bi ref, ji welatê Misrê derxim.
Gava min destê xwe dirêjî Misrê kir û gelê Îsraêl ji nav wan deranî, wê Misrî bizanibin ku Xudan ez im.”
Çawa ku Xudan li wan emir kiribû, Mûsa û Harûn wisa kir.
Gava bi Firewn re axivîn, Mûsa heştê, Harûn jî heştê û sê salî bû.
Xudan ji Mûsa û Harûn re got:
“Gava Firewn ji we re bêje: ‘Kerametekê çêkin,’ tê ji Harûn re bêje: ‘Gopalê xwe hilde û bavêje ber Firewn. Wê bibe mar.’”
Bi vî awayî Mûsa û Harûn çûn ba Firewn û çawa ku Xudan emir kiribû, wisa kirin. Harûn gopalê xwe avêt ber Firewn û karmendên wî. Gopal jî bû mar.
Firewn gazî aqilmend û sêrbazên xwe kir. Sêrbazên Misrê jî bi sêra xwe wisa kirin.
Her yekî gopalê xwe avêt û gopalên wan bûn mar. Lê gopalê Harûn, gopalên wan daqurtandin.
Çawa ku Xudan gotibû, dilê Firewn hişk bû û guhdariya wan nekir.
Xudan ji Mûsa re got: “Dilê Firewn hişk e, ew naxwaze gel berde.
Serê sibê here ba Firewn. Gava ew diçe Nîlê, tu li keviya çem li benda wî bisekine. Gopalê ku bûbû mar jî bila di destê te de be.
Jê re bêje: ‘Xudan, Xwedayê Îbraniyan ez şandim ku ji te re bêjim gelê min berde ku li beriyê xulamiya min bikin. Lê heta niha te guhdarî nekir.
Xudan wiha dibêje: Tê bi vê yekê bizanibî ku ez Xudan im. Ezê gopalê destê xwe li ava Nîlê bixim û wê bibe xwîn.
Wê masî bimirin û bêhn bikeve çem. Wê Misrî nikaribin ava çêm vexwin.’”
Xudan ji Mûsa re got: “Ji Harûn re bêje: ‘Gopalê xwe hilde û destê xwe dirêjî ser avên Misrê –çem û qamirgehên wî, cihok û hemû çalên wan ên avê– bike ku bibin xwîn. Wê li seranserê welatê Misrê, hemû avên di firaxên dar û keviran de bibin xwîn.’”
Çawa ku Xudan li wan emir kiribû, Mûsa û Harûn wisa kir. Harûn li ber çavê Firewn û karmendên wî gopalê xwe rakir û li ava çêm xist. Tevahiya çem bû xwîn
û hemû masiyên di çêm de mirin. Bêhn kete çem û Misriyan nikaribûn ji ava çêm vexwin. Li seranserê welatê Misrê xwîn hebû.
Sêrbazên Misrê jî bi sêra xwe heman tiştî kirin. Çawa ku Xudan gotibû, dilê Firewn hişk bû û guhdariya wan nekir.
Firewn ji xwe re nekir xem û berê xwe da qesra xwe.
Misriyan li kêleka çêm dest bi kolanê kir. Çimkî nikaribûn ji ava çêm vexwin.
Heft roj di ser lêxistina Xudan a çêm re derbas bû.
Xudan ji Mûsa re got: “Here ba Firewn û jê re bêje: ‘Xudan wiha dibêje: Gelê min berde ku ew xulamiya min bike.
Heke tu nekî, ezê seranserê welatê te bi beqan ceza bikim.
Wê çem bi beqan tije bibe. Wê derkevin û bikevin qesra te, bikevin odeya te ya razanê, bikevin nav nivînên te. Wê bikevin malên karmendên te û gelê te. Wê bikevin tenûran û nav teştên hevîr.
Wê beq werin ser te, hemû karmendên te û gelê te.’”
Xudan ji Mûsa re got: “Ji Harûn re bêje: ‘Gopalê destê xwe dirêjî ser çeman, ser qamirgehan û ser cihokan bike ku beq bi ser welatê Misrê ve bigirin.’”
Harûn destê xwe dirêjî ser avên Misrê kir, beq derketin û welatê Misrê dagirtin.
Sêrbazan jî bi sêra xwe wisa kirin û li welatê Misrê beq belav kirin.
Firewn gazî Mûsa û Harûn kir û got: “Ji Xudan lava bikin ku beqan ji min û gelê min dûr bixe. Ezê gel berdim ku ji Xudan re qurbanan serjê bikin.”
Mûsa ji Firewn re got: “Tu bêje ka ez kengê ji bo te, ji bo karmendên te û ji bo gelê te lava bikim ku beq ji te û malên te bên avêtin û tenê di çêm de bimînin.”
Wî got: “Sibê.” Mûsa got: “Baş e! Bi vî awayî tê bizanibî ku yekî wek Xwedayê me Xudan tuneye.
Wê beq ji te, ji karmendên te û ji gelê te dûr bikevin û tenê di çêm de bimînin.”
Mûsa û Harûn ji ba Firewn rabûn. Mûsa, li ser belaya beqan ku Xudan anîbû serê Firewn, jê lava kir.
Xudan li gorî daxwaza Mûsa kir û beq li malan, li hewşan û li nav zeviyan mirin.
Lod bi lod beq civandin û bêhn ket welêt.
Lê gava Firewn rihetî dît, çawa ku Xudan gotibû wî dilê xwe hişk kir û dîsa guhdariya wan nekir.
Xudan ji Mûsa re got: “Ji Harûn re bêje: ‘Gopalê xwe dirêj bike û li toza erdê bixe ku toza seranserê welatê Misrê bibe pêşû.’”
Wan wisa kir. Harûn gopalê xwe dirêj kir û li toza erdê xist. Li ser mirovan û heywanan pêşû tije bûn. Li seranserê welatê Misrê tevahiya toza erdê bû pêşû.
Sêrbazan jî xwest ku bi sêra xwe tozê bikin pêşû, lê nikaribûn. Li ser serê mirov û heywanan pêşû tije bûn.
Sêrbazan ji Firewn re got: “Tiliya Xwedê di vî karî de heye!” Lê wekî Xudan gotibû, dilê Firewn hişk bû û guhdariya wan nekir.
Xudan ji Mûsa re got: “Serê sibê zû rabe, li ber Firewn bisekine. Çaxê ew diçe ber avê, jê re bêje: ‘Xudan wiha dibêje: Gelê min berde ku xulamiya min bike.
Heke tu nekî, ezê kermozan bişînim ser te, karmendên te, gelê te û nav malên te. Wê malên Misriyan û axa li ser dijîn bi kermozan tije bibin.
“‘Lê wê rojê ezê herêma Goşenê cuda bikim. Çimkî gelê min li wir rûdine. Wê li wir kermoz tunebin. Bi vî awayî tê bizanibî ku li vî welatî Xudan ez im.
Ezê ferq û meylî bixim nav gelê xwe û gelê te. Wê sibê ev nîşan pêk were.’”
Xudan wiha kir. Wî gelek kermoz şandin ser qesra Firewn û malên karmendên wî. Seranserê welatê Misrê ji ber kermozan xera bû.
Firewn gazî Mûsa û Harûn kir û ji wan re got: “Herin li vî welatî ji Xwedayê xwe re qurbanan serjê bikin.”
Lê Mûsa got: “Ne rast e em wiha bikin. Çimkî tiştê Misrî heram dihesibînin em radibin wan ji Xwedayê xwe Xudan re dikin qurban. Îcar tiştê ku Misrî kirêt dihesibînin, em li ber çavê wan serjê bikin, wê me nedin ber keviran?
Emê sê rojan di beriyê re herin û emê ji Xwedayê xwe Xudan re, çawa ku li me emir kiriye qurbanan serjê bikin.”
Firewn got: “Ezê we berdim ku hûn li beriyê ji Xwedayê xwe Xudan re qurbanan serjê bikin. Lê hûnê pir dûr neçin. Niha ji bo min lava bikin.”
Mûsa got: “Gava ez ji ba te rabim, ezê ji Xudan lava bikim ku sibê kermozan ji te, ji karmendên te û ji gelê te dûr bixe. Lê bila Firewn dîsa hîle neke û ji gel re nebe asteng ku dixwaze qurbanan ji Xudan re serjê bike.”
Mûsa ji ba Firewn rabû. Wî ji Xudan lava kir.
Xudan daxwaza Mûsa pêk anî, kermozan ji Firewn, ji karmendên wî û ji gelê wî dûr xist. Yek jî nema.
Lê dilê Firewn dîsa hişk bû û gel berneda.
Xudan ji Mûsa re got: “Here ba Firewn û jê re bêje: ‘Xwedayê Îbraniyan Xudan wiha dibêje: Gelê min berde ku xulamiya min bike.
Heke tu nekî,
wê destê Xudan bi kuleke giran keriyên we yên li deştê; hesp, ker, deve, pez û dewarên we telef bike.
Wê Xudan ferq û meylî bixe nav keriyên Îsraêlî û Misriyan. Wê ji heywanên gelê Îsraêl yek jî telef nebe.’”
Xudan demek kifş kir û got: “Wê Xudan sibê li welêt vî tiştî bike.”
Dotira rojê Xudan gotina xwe kir. Hemû keriyên Misriyan telef bûn, lê heywanekî gelê Îsraêl jî nemir.
Firewn zilam şandin û hîn bû ku ji keriyên Îsraêliyan yek jî nemiriye. Lê dilê Firewn hişk bû û gel berneda.
Xudan ji Mûsa û Harûn re got: “Bi xweliya tifikê kulma xwe tije bikin. Bila Mûsa xweliyê li ber çavê Firewn ber bi ezmanan ve hilbavêje.
Wê li seranserê welatê Misrê tozeke tenîk bibare û di bedenên mirov û heywanan de kunêrên kêmgirtî derkevin.”
Mûsa û Harûn xweliya tifikê hilda û li ber Firewn sekinîn. Mûsa xwelî ber bi ezmanan ve hilavêt. Di bedenên mirov û heywanan de kunêrên kêmgirtî derketin.
Sêrbazan ji ber kunêran nikaribûn li ber Mûsa bisekinin. Çimkî kunêr di sêrbaz û tevahiya Misriyan de derketibûn.
Lê Xudan dilê Firewn hişk kir. Çawa ku Xudan ji Mûsa re gotibû guhdariya wan nekir.
Xudan ji Mûsa re got: “Serê sibê zû rabe, li ber Firewn bisekine û jê re bêje: ‘Xwedayê Îbraniyan Xudan wiha dibêje: Gelê min berde ku xulamiya min bike.
Ji bo tu bizanibî li tevahiya dinyayê yekî wekî min tuneye, vê carê ezê hemû belayên xwe bişînim ser te, karmendên te û gelê te.
Çimkî min destê xwe dirêj bikira, bi kulê tu û gelê te ceza bikira, wê lingê te ji ser erdê bihata birîn.
Lê ji ber van sedeman min destûr da ku tu bijî: Ji bo hêza xwe nîşanî te bidim û tevahiya dinyayê navê min bizanibe.
Tu hê jî xwe li dijî gelê min qure dikî û wan bernadî.
Ezê sibê van çaxan, zîpikek wisa giran li Misrê bibarînim ku ji roja ava bûye heta niha tiştekî wiha neqewimiye.
Rabe her tiştên xwe yên derve, tevahiya keriyên xwe bîne bixe axuran. Çimkî gava zîpik bibare, wê hemû mirov û heywanên li çolê bimirin.’”
Karmendên Firewn ji gotina Xudan ditirsiyan, yekser kole û keriyên xwe anîn malê.
Kesên guhê xwe nedan gotina Xudan, kole û keriyên xwe li derve hiştin.
Xudan ji Mûsa re got: “Destê xwe ber bi ezman ve dirêj bike, bila li seranserê welatê Misrê li ser mirovan, li ser heywanan û li ser hemû şînahiya welatê Misrê zîpik bibare.”
Mûsa gopalê xwe ber bi ezmanan ve dirêj kir. Xudan gurmînî û zîpik şandin û brûsk bi ser erdê ve hat. Wî bi ser welatê Misrê ve zîpik şand.
Di nav bagera zîpikê de herdem brûskê lê dixist. Ev zîpik ewqas dijwar bû ku li seranserê welatê Misrê ji roja ava bûye heta niha tiştekî wiha neqewimîbû.
Zîpikê li seranserê welatê Misrê, ji mirovan heta heywanan her tiştên li derve dan ber xwe. Herwiha tevahiya şînahî, dar û giyayên li derve jî tune kirin.
Tenê li herêma Goşenê zîpik nebariya ku gelê Îsraêl lê dima.
Firewn şand pey Mûsa û Harûn. Wî ji wan re got: “Min vê carê guneh kir. Xudan rast, ez û gelê xwe sûcdar in.
Ji Xudan lava bikin. Ev zîpik û gurmîna brûskan êdî bes e. Ezê we berdim û hûnê li vir nemînin.”
Mûsa jê re got: “Gava ez ji bajêr derkevim, ezê destê xwe dirêjî Xudan bikim. Wê êdî brûsk lê nexe û zîpik jî nebare. Bi vî awayî tê bizanibî ku dinya, dinyaya Xudan e.
Lê ez baş dizanim ku tu û karmendên te, hê jî, ji Xwedê Xudan natirsin.”
Li kitan û ceh hat xistin, çimkî ceh simbil dabû, kitan kulîlk vekiribû.
Lê li genim û genimê sor nehat xistin, çimkî hê ew negihîştibûn.
Mûsa ji ba Firewn rabû û ji bajêr derket. Wî destê xwe dirêjî Xudan kir. Zîpik û gurmîna brûskan sekinî, baran jî nebariya.
Gava Firewn dît ku baran, zîpik û brûsk sekinî, dîsa guneh kir. Wî û karmendên wî dilên xwe hişk kirin.
Çawa ku Xudan bi riya Mûsa gotibû, dilê Firewn hişk bû û wî gelê Îsraêl berneda.
Xudan ji Mûsa re got: “Here ba Firewn, çimkî min dilên wî û karmendên wî hişk kirin ku ez van nîşanên xwe di nav wan de raber bikim.
Tu jî, ji kurên xwe û neviyên xwe re bêje min çawa bi nîşanan Misir rezîl kir ku hûn bizanibin Xudan ez im.”
Piştî Mûsa û Harûn çûn ba Firewn, wan jê re got: “Xwedayê Îbraniyan Xudan wiha dibêje: ‘Heta kengê tê xwe li ber min nizim nekî? Gelê min berde ku xulamiya min bike.
Heke tu nekî, ezê sibê kuliyan berdim nav welatê te.
Wê rûyê erdê binixêmin û erd neyê dîtin. Wê tiştên ji ber zîpikê mane û hemû dar û deviyên we yên zeviyan bixwin.
Wê kulî li mala te, mala hemû karmendên te û malên hemû Misriyan tije bibin. Ne bavên te û ne jî bavkalên te, wê heta îro tiştekî wiha li ser rûyê erdê nedîtibin.’” Piştre Mûsa zivirî û ji ba Firewn derket.
Karmendên Firewn jê re got: “Ma wê heta kengê ev zilamê hanê ji bo me bibe dafik? Wan berde! Bila herin û xulamiya Xwedayê xwe Xudan bikin. Misir helak bû, ma tu hê fêm nakî?”
Bi vî awayî wan Mûsa û Harûn careke din anîn ba Firewn. Wî ji wan re got: “Herin xulamiya Xwedayê xwe Xudan bikin, lê wê kî û kê herin?”
Mûsa got: “Emê bi kal û xortên xwe, bi kur û keçên xwe, bi pez û dewarên xwe re herin. Çimkî emê cejna Xudan pîroz bikin.”
Firewn got: “Heke ez bihêlim hûn û zarokên xwe herin, bila Xudan alîkarê we be! Jixwe niyeta we xerab e!
Wiha nabe. Niha tenê mêr herin û xulamiya Xudan bikin. Ji xwe daxwaza we ev e.” Piştre Mûsa û Harûn ji ba Firewn hatin qewitandin.
Xudan ji Mûsa re got: “Tu destê xwe bi ser welatê Misrê ve dirêj bike ku kulî li welatê Misrê bibarin, hemû giyayê welat û ya ku ji ber zîpikê maye bixwin.”
Mûsa gopalê xwe bi ser welatê Misrê ve dirêj kir. Tevahiya wê rojê û wê şevê Xudan li welêt bayê rojhilat rakir. Gava bû sibe, bayê rojhilat kulî anîn.
Li seranserê welatê Misrê kulî bariyan û her derê tije kirin. Kulî ewqas pir bûn ku tiştek wiha berê tu caran çênebûbû û piştre jî wê çênebûya.
Wan tevahiya welêt nixamt ku welat reş û tarî bû. Wan giyayê seranserê welêt û fêkiyê hemû darên ku ji ber zîpikê mabûn xwarin. Li seranserê welatê Misrê, ne dar, ne giyayên çolê, tu şînahî nema.
Firewn bi lez gazî Mûsa û Harûn kir û got: “Min li dijî we û Xwedayê we Xudan guneh kir.
Ez lava dikim vê carê gunehê min bibexişînin û ji bo ku vê mirinê ji ser min rake, ji Xwedayê xwe Xudan re dua bikin.”
Mûsa ji ba Firewn rabû û ji Xudan lava kir.
Xudan ba zivirand bayekî rojava yê gelekî hêzdar. Wî kulî ajotin Derya Sor. Li seranserê welatê Misrê, kuliyek jî nema.
Lê Xudan dilê Firewn hişk kir, loma jî wî gelê Îsraêl berneda.
Xudan ji Mûsa re got: “Tu destê xwe ber bi ezmanan ve dirêj bike ku li welatê Misrê şevereşek çêbe ku herkes pê bihese.”
Mûsa destê xwe ber bi ezmanan ve dirêj kir. Li seranserê welatê Misrê, ji bo sê rojan taristanek çêbû.
Kes kesî nedît û kes sê rojan ji cihê xwe ranebû. Tenê cihê ku gelê Îsraêl lê dima, ronahî bû.
Firewn gazî Mûsa kir û got: “Herin xulamiya Xudan bikin. Bila zarokên we jî bi we re bên lê bila pez û dewarên we bimînin.”
Lê Mûsa got: “Wî çaxî tê qurbanên şewitandinê û qurbanên din bidî me ku em wan ji Xwedayê xwe Xudan re serjê bikin.
Ev jî nabe! Divê keriyên me bi me re bin û simekî jî li vir nemîne. Ji bo em xulamiya Xwedayê xwe Xudan bikin, divê em ji nav wan hinekan hilbijêrin û heta em negihîjin wir, emê nizanibin kîjanî pêşkêşî Xwedê bikin.”
Lê Xudan dilê Firewn hişk kir û wî nexwest wan berde.
Firewn ji Mûsa re got: “Here ji hafa min! Qet dernekeve pêşiya min. Roja tu rûyê min bibînî, tê bimirî.”
Mûsa got: “Bila wekî te be! Ezê careke din te nebînim.”
Xudan ji Mûsa re got: “Ezê belayeke din bînim ser Firewn û Misrê, piştre wê we berde. Wê bi awayê ku biqewitîne jî, we berde.
Niha tu ji gelê xwe re bêje: ‘Bila her mêr ji cîranê xwe, her jin ji cîrana xwe tiştên zêr û zîv bixwaze.’”
Xudan kir ku gelê Îsraêl bikeve çavê Misriyan. Jixwe Mûsa li welatê Misrê, li ber çavê karmendên Firewn û gelê wî gelekî mezin bû.
Mûsa ji Firewn re got: “Xudan wiha dibêje: ‘Ezê nîvê şevê di nava Misrê re derbas bibim.
Ji nixuriyê Firewnê ku li ser têxt rûdine bigire heta nixuriyê jina kole ya li ber destêr, heywan jî tê de, wê li welatê Misrê hemû nixurî bimirin.
Li seranserê welatê Misrê wê hewareke wisa rabe ku heta niha nehatiye dîtin û wê careke din jî neyê dîtin.
Lê wê seyek jî li ba gelê Îsraêl û heywanên wan devê xwe veneke. Bi vî awayî hûn bizanibin Xudan çawa ferq û meyliyekê di navbera gelê Îsraêl û Misriyan de çêkiriye.
Wê hemû karmendên te werin, li ber min herin ser çokan û bêjin: Rabin herin, tu û kesên li pey te! Piştî vê yekê, ezê herim.’” Bi vî awayî ew bi hêrsa mezin ji ba Firewn rabû.
Xudan ji Mûsa re got: “Ji bo li welatê Misrê kerametên min zêdetir bibin, wê Firewn guhdariya we neke.”
Mûsa û Harûn tevahiya van kerametan li ber Firewn kirin, lê Xudan dilê Firewn hişk kir û wî gelê Îsraêl ji welatê xwe berneda.
Xudan li welatê Misrê ji Mûsa û Harûn re got:
“Ev meh wê ji bo we bibe meha yekê. Wê ji we re bibe meha pêşî ya salê.
Ji tevahiya civaka Îsraêl re bêjin: ‘Di roja dehê vê mehê de bila herkes ji malbata xwe re pezekî bikire. Divê pezek bibe para her malê.
Heke pezek ji malekê re zêde be, divê cîranê herî nêzîk tevli wan bibe. Wê li gorî hejmara kesên ku bixwin bê hesabkirin.
Divê pezê we bêqisûr, nêr û yeksalî be. Ji nav berx an jî bizinan were hilbijartin.
Hûnê heta roja çardehê mehê wî xweyî bikin. Wê rojê ber êvarê, wê hemû civaka Îsraêl a kombûyî wan serjê bike.
Divê ew ji xwîna pêz hildin û li serder û kêlekên deriyê wê malê bixin ku wê tê de bixwin.
Divê wê şevê ew goştê biraştî yê li ser êgir bi nanê şikeva û giyayên tehl re bixwin.
Ji wî goştî, xav û di nav avê de kelandî nexwin lê bi ser û pê tevî ûr û roviyan, li ser êgir biraştî bixwin.
Divê heta serê sibê tiştek jê nemîne. Gava bimîne hûnê serê sibê bişewitînin.
Hûnê bi vî awayî wî bixwin: Divê pişta we girêdayî, çaroxa we di lingê we de û gopalê we di destê we de be. Divê hûn wî zû bixwin. Çimkî ev Cejna Xudan a Derbasbûnê ye.
“‘Ezê wê şevê di welatê Misrê re derbas bibim. Hem ji mirovan û hem jî, ji heywanan, hemû yên pêşî bikujim û tevahiya îlahên Misrê dadbar bikim. Ez Xudan im.
Xwîna li ser xaniyên we, wê ji bo we bibe nîşan. Gava ez xwînê bibînim ezê di ser we re derbas bibim. Gava ez ji bo helakirinê li welatê Misrê bixim, wê tu bela neyê serê we.
Wê ev roj ji bo we bibe roja bîranînê. Hûnê wê wekî cejna Xudan pîroz bikin. Hûnê vê rojê di nav nifşên xwe de wekî qanûneke herheyî pîroz bikin.
“‘Hûnê heft rojan nanê şikeva bixwin. Hûnê roja pêşî hevîrtirş ji mala xwe rakin. Ji roja pêşî heta roja heftan, her kî ji nanê bihevîrtirş hatiye çêkirin bixwe, wê ji gelê Îsraêl bê avêtin.
Hûnê di roja pêşî û roja heftan de civîna pîroz bikin. Wê di wan rojan de tu kar neyê kirin. Ji bilî çêkirina xwarinê hûnê tiştekî din nekin.
Hûnê Cejna Nanê Şikeva pîroz bikin, çimkî min hûn ref bi ref wê rojê ji welatê Misrê deranî. Hûnê nifş bi nifş vê rojê wekî qanûneke herheyî pîroz bikin.
Hûnê ji êvara roja çardehê meha pêşî heta êvara roja bîst û yekê mehê, nanê şikeva bixwin.
Divê heft rojan li mala we hevîrtirş tunebe. Çimkî kesê tiştê bi hevîrtirş bixwe; çi welatî, çi jî xerîbên di nav we de wê ji civaka Îsraêl bê avêtin.
Tu caran nanê bihevîrtirş nexwin, li her dera hûn lê dijîn nanê şikeva bixwin.’”
Mûsa hemû rîspiyên gelê Îsraêl civandin û ji wan re got: “Rabin ji bo malbatên xwe pez hilbijêrin û wekî qurbana Derbasbûnê serjê bikin.
Qevdekî giyayê cehtirê hildin, di nav xwîna tasê de bigerînin, li serder û kêlekên derî bixin. Bila heta serê sibê kes ji mala xwe dernekeve.
Xudan ji bo li Misriyan bixe wê derbas be. Gava ew li serder û kêlekên deriyên we xwînê bibîne, wê di ser re derbas bibe û wê nehêle yê helak dike bikeve malên we û li we bixe.
“Hûnê vê ji bo xwe û ji bo zarokên xwe wekî qanûneke herheyî pîroz bikin.
Gava hûn hatin wî welatê ku wê Xudan bide we, hûnê vê adetê pêk bînin.
Çaxê zarokên we ji we bipirsin û bêjin: ‘Wateya vê adetê çi ye?’
wê gavê ji wan re bêjin: ‘Ev qurbana Cejna Xudan a Derbasbûnê ye. Çimkî gava Xudan li Misriyan xist, di ser malên me re derbas bû û em xilas kirin.’” Gelê Îsraêl deverû çû erdê û perizî.
Ew çûn û çawa ku Xudan li Mûsa û Harûn emir kiribû, wisa kirin.
Nîvê şevê Xudan li hemû nixuriyên li welatê Misrê xistin. Ji nixuriyê Firewn ê li ser têxt bigire heta nixuriyê girtiyê hepsê, wî hemû nixuriyên mirov û heywanan kuştin.
Wê şevê Firewn, hemû karmendên wî û hemû gel hişyar bû û li tevahiya Misrê hewar bilind bû. Çimkî malek nema ku mirî tê de nebin.
Wê şevê Firewn gazî Mûsa û Harûn kir û ji wan re got: “Rabin, hûn û gelê Îsraêl ji nav gelê min derkevin. Çawa ku we gotibû rabin û xulamiya Xudan bikin!
Çawa ku we gotibû, pez û dewarên xwe jî bi xwe re bibin û herin. Min jî pîroz bikin.”
Misriyan, ji bo ku Îsraêlî yekser ji axa wan derkevin zorê li wan kirin. Çimkî digotin: “Emê hemû bimirin.”
Bi vî awayî gel hevîrê xwe yê ku hê tirş nebûye hilda, teştên hevîr ên di nav kincan de pêçayî li ser milên xwe hilgirtin.
Gelê Îsraêl bi ya Mûsa kiribû û ji Misriyan tiştên zêr û zîv û cilûberg xwestibûn.
Xudan kir ku Îsraêlî bikevin çavê Misriyan û tiştên xwestibûn dan wan. Bi vî awayî Îsraêliyan ew talan kirin.
Gelê Îsraêl ji xeynî jin û zarokan, bi qasî şeş sed hezar mêrî, ji Ramsêsê ber bi Sûkkotê ve bi peyatî koç kir.
Gelek kesên din jî tevli wan çûn. Bi wan re gelek pez û dewar jî hebûn.
Wan bi hevîrê ku ji Misrê bi xwe re anîbûn nanê şikeva çêkirin. Hevîrê wan tirş nedibû. Çimkî hevîrtirş tunebû. Ew ji Misrê hatibûn qewitandin û nikaribûn dereng bimînin û ji xwe re xwarin amade bikin.
Gelê Îsraêl çar sed û sî sal li Misrê jiyabû.
Di dawiya çar sed salan de, gelê Xudan wê rojê ref bi ref ji welatê Misrê derket.
Ew şev bû adet ku Xudan gelê Îsraêl ji welatê Misrê deranî. Wê ew şev bibe adeteke wisa ku hemû gelê Îsraêl nifş bi nifş pîroz bike.
Xudan ji Mûsa û Harûn re got: “Rê û rêbazên Cejna Derbasbûnê ev in: Divê tu xerîb jê nexwe.
Lê koleyên ku hûn bi pereyê xwe dikirin, piştî ku sinet bûn dikarin jê bixwin.
Lê mêvanên xerîb û xebatkarên ku heqdest distînin jê nexwin.
Divê li malê bê xwarin. Hûnê goştê wê dernekevin derve û hestiyekî wê neşikênin.
Divê tevahiya civaka Îsraêl Cejna Derbasbûnê pîroz bike.
Heke xerîb li ba we bixwaze Cejna Xudan a Derbasbûnê pîroz bike, pêşî divê hemû mêrên di mala wî de bên sinetkirin. Wê gavê ew dikare tevli we bibe û cejnê pîroz bike. Piştî wisa kir, wê wekî welatî bê hesibandin. Lê divê tu kesê sinetnebûyî jê nexwe.
Ji bo welatî û ji bo xerîbê di nav we de dijîn jî, wê şerîet yek be.”
Tevahiya gelê Îsraêl çawa ku Xudan li Mûsa û Harûn emir kiribû, wisa kirin.
Wê rojê Xudan gelê Îsraêl ref bi ref ji welatê Misrê deranî.
Xudan ji Mûsa re got:
“Tevahiya kurên pêşî ji bo min pîroz bikin. Li Îsraêlê hemû berê pêşî yê zik, dixwazî mirov, dixwazî heywan be, yê min e.”
Mûsa ji gel re got: “Vê roja hûn ji Misrê, ji warê koletiyê hatin deranîn, bi bîr bînin. Çimkî Xudan bi destê xwe yê hêzdar hûn ji wê derê deranîn, di vê rojê de wê nanê bihevîrtirş neyê xwarin.
Îro hûn di meha Avîv de ji vir derdikevin.
Gava Xudan hûn birin welatê Kenanî, Hîtîtî, Amorî, Hîwî û Yevûsiyan, welatê ku Xudan ji bav û kalên we re sond xwaribû bide we û şîr û hingiv jê diherike, divê hûn di vê mehê de vê cejnê pîroz bikin.
Hûnê heft rojan tenê nanê şikeva bixwin û di roja heftan de ji Xudan re cejnê bikin.
Di van heft rojan de divê nanê şikeva bê xwarin. Divê li ba we û li seranserê welatê we hevîrtirş neyê dîtin.
Wê rojê ji zarokên xwe re bêjin: ‘Ez van tiştan ji bo xatirê wê rojê dikim ku gava em ji Misrê derketin Xudan ji me re kir.’
Ev, wê li ser destê we wekî nîşanekê, li ser eniya we wekî nîşaneke bîranînê bimîne ku Şerîeta Xudan li ser zimanê we be. Çimkî Xudan bi destê xwe yê hêzdar hûn ji Misrê deranîn.
Divê hûn her sal li pey hev, di dema kifşkirî de van rê û rêbazan bi cih bînin.
“Gava Xudan hûn anîn welatê Kenanê, çawa ku wî ji we û ji bav û kalên we re sond xwar û ew der da we,
divê hûn berê pêşî yê zik, zarokên kur ji bo Xudan veqetînin. Divê nixuriyê heywanên we, yên nêr ji Xudan re bin.
Divê hûn berdêla her dehşikê pêşî, bi pezekî bidin. Heke hûn berdêla wê nedin, divê hûn stûyê wî bişikênin. Divê hûn berdêla her kurê xwe yê pêşî bidin.
“Sibê, gava kurê te ji te bipirse û bibêje: ‘Ev çi ye?’ jê re bêje: ‘Xudan em ji Misrê, ji warê koletiyê bi destê xwe yê hêzdar deranî.
Çaxê Firewn serhişkî kir û em bernedan, Xudan li welatê Misrê ji pêşiyê mirov bigire heta pêşiyê heywanan, hemû yên pêşî çêbûne kuştin. Ji ber vê yekê em pêşiyê nêr ê heywanan dikin qurban û ji bo kurê xwe yê pêşî jî heywanekî berdêl didin.’
Ev kar wê wekî nîşanekê li ser destê we û wekî berenîkeke bîranînê li ser eniya we bimîne. Ev wê bi bîra we bîne ku destê Xudan ê hêzdar em ji Misrê deranîn.”
Gava Firewn gel berda, tevî ku riya welatê Filîstiyan a herî nêzîk bû jî, Xwedê ew di wê riyê re nebirin. Çimkî fikirî û got: “Heke gel rastî şer bê, ew dikarin fikra xwe biguherin û vegerin Misrê.”
Xwedê gel di riya beriyê re, ber bi Derya Sor ve bir. Îsraêliyên çekdar ji welatê Misrê derketibûn.
Mûsa hestiyên Ûsiv bi xwe re anîbûn. Çimkî wî sond bi gelê Îsraêl dabû xwarin û gotibû: “Bêguman Xwedê wê were alîkariya we û divê hûn hestiyên min ji vir bi xwe re bibin.”
Piştî ku ew ji Sûkkotê koç kirin, li Êtamê, li kêleka beriyê kon vedan.
Ji bo ku ew bikaribin bi şev û bi roj bimeşin, Xudan bi roj di nav stûneke ewran de li pêşiya wan diçû û bi şev jî di nav stûneke agirîn de li wan dikir ronahî.
Bi roj stûna ewran, bi şev jî stûna êgir ji ber çavê wan winda nebû.
Xudan ji Mûsa re got:
“Ji gelê Îsraêl re wiha bibêje ku bizivirin. Bila li pêş Pî-Hahîrotê, di navbera Mîgdol û deryayê de, li hemberî Baal-Sefonê, li kêleka deryayê kon vedin.
Wê Firewn ji bo gelê Îsraêl wiha bibêje: ‘Ew bêarmanc li nav welêt digerin, beriyê dor li wan pêça ye.’
Ezê dilê Firewn hişk bikim. Wê li pey wan bikeve û ezê jî li ber Firewn û tevahiya artêşa wî rûmetdar bibim. Wê Misrî bizanibin ku Xudan ez im.” Îsraêliyan wiha kir.
Gava ji Firewn re gotin gel reviyaye, Firewn û karmendên wî fikra xwe guhertin û gotin: “Wey me çi kir? Me Îsraêlî berdan ku herin û me koleyên xwe winda kirin!”
Firewn erebeya xwe ya şer amade kir û artêşa xwe hilda.
Wî tevî şeş sed erebeyên şer ên bijare, hemû erebeyên şer ên Misrê bi fermandarên wan ve bi xwe re birin.
Xudan dilê Firewn hişk kir û wî da pey gelê Îsraêl ku bi serfirazî dimeşiya.
Misrî bi hemû hespên Firewn, bi erebeyên şer, bi siwar û bi artêşa xwe li pey wan ketin û li kêleka deryayê, li nêzîkî Pî-Hahîrotê, li hemberî Baal-Sefonê, dema wan kon vedida, gihîştin wan.
Gava Firewn nêzîk bû, gelê Îsraêl serê xwe rakir û dît ku Misrî li pey wan tên. Ew gelek tirsiyan û wan ji Xudan re kir hewar.
Wan ji Mûsa re got: “Ma li Misrê gor tunebûn ku te em anîn beriyê ku li vir bimirin?! Te dît te em ji Misrê deranîn û çi anî serê me!
Li Misrê me ji te re got: ‘Dev ji me berde! Em ji Misriyan re xulamiyê bikin.’ Di şûna ku emê li beriyê bimirin, xulamtiya ji Misriyan re ji me re çêtir e.”
Mûsa ji wan re got: “Netirsin, li cihê xwe bisekinin û rizgarkirina ku wê Xudan îro ji we re bîne bibînin. Çimkî Misriyên hûn îro dibînin, hûnê tu caran nebînin.
Wê Xudan ji bo we şer bike, xema nexwin.”
Xudan ji Mûsa re got: “Tu çima li min dikî hewar? Ji gelê Îsraêl re bêje ku bila bi pêş ve herin.
Gopalê xwe rake û destê xwe dirêjî ser deryayê bike, wê bibe du şeq û wê gelê Îsraêl di nav deryayê re, li ser erdê ziwa bimeşe.
Ezê dilê Misriyan hişk bikim ku bidin pey wan. Ezê li ber Firewn, tevahiya artêşa wî, erebeyên wî yên şer û siwarên wî rûmetdar bibim.
Gava ez li ber Firewn, erebeyên wî yên şer û siwarên wî rûmetdar bûm, wê Misrî bizanibin ku Xudan ez im.”
Milyaketê Xwedayê ku li pêşiya artêşa Îsraêliyan rêve diçû cihê xwe guhert û da pey wan. Stûna ewran jî ya ku li pêşiya wan bû, cihê xwe guhert û li pişt wan sekinî.
Stûna ewran di navbera artêşa Misrê û gelê Îsraêl de sekinî. Tevahiya şevê ewr aliyekî dikir tarî û aliyê din dikir ronahî. Loma seranserê şevê herdu alî nêzîkî hev nebûn.
Mûsa destê xwe dirêjî ser deryayê kir. Xudan tevahiya şevê bi bayê rojhilat yê xurt av dehf da û derya kir erdê ziwa. Av bû du şeq.
Gelê Îsraêl li ser erdê ziwa meşiya û hat nîvê deryayê. Av li milê çepê û rastê ji wan re bû dîwar.
Misrî li pey wan dihatin. Hemû hespên Firewn, erebeyên wî yên şer û siwarên wî li pey wan ketin nav deryayê.
Di nobeta serê sibê de, Xudan ji stûna êgir û ewran li artêşa Misrê nêrî û ew kirin nav tirs û sawê.
Wî tekelên erebeyan deranîn ku wan bi zehmetî ew ajotin. Misriyan got: “Em ji ber gelê Îsraêl birevin, çimkî Xudan ji bo wan li dijî me şer dike.”
Xudan ji Mûsa re got: “Destê xwe dirêjî ser deryayê bike ku av bi ser Misriyan, erebeyên wan ên şer û siwarên wan ve bizivire.”
Mûsa destê xwe bi ser deryayê ve dirêj kir. Ber destê sibê derya zivirî ser rewşa xwe ya berê. Gava Misrî ji ber avê direviyan, Xudan ew di nav deryayê re hiştin.
Av bi şûn de zivirî, erebeyên şer, siwar û hemû artêşa Firewn a ku dabû pey wan, di bin deryayê de ma. Yek ji wan jî nefilitî.
Lê gelê Îsraêl di nav deryayê re, li ser erdê ziwa meşiyabû. Av li milê çepê û li milê rastê ji wan re bûbû dîwar.
Xudan wê rojê Îsraêliyan ji destê Misriyan rizgar kirin. Îsraêliyan, laşên Misriyên mirî li keviya deryayê dîtin.
Îsraêliyan karên destê Xudan ên mezin ku li dijî Misriyan kir dîtin. Gelê Îsraêl ji Xudan tirsiya, ji Xudan û xulamê wî Mûsa bawer kir.
Piştre Mûsa û gelê Îsraêl ev stran ji Xudan re got: Ezê stranan ji Xudan re bêjim, Çimkî ew gelekî berz e. Wî hesp û siwar avêtin deryayê!
Xudan hêz û lavija min e, Ew ji bo min bû rizgarî. Ew Xwedayê min e, Ezê jê re spas bikim. Ew Xwedayê bavê min e, Ezê wî berz bikim.
Xudan di şer de mêrxas e, Navê wî Xudan e.
Wî artêşa Firewn û erebeyên wî yên şer Girt û avêt deryayê, Fermandarên wî yên bijare Di Derya Sor de xeniqîn.
Avên kûr ew daqurtandin Wekî kevir ew ketin binî.
Destê te yê rastê ya Xudan, Xweyî hêzeke mezin e. Destê te yê rastê ya Xudan, Dijmin diperçiqand.
Ew kesên li dijî te serî rakirin Te bi mezinahiya rewnaqiya xwe ew hilweşandin. Te xezeba xwe bi ser wan de şand Û wekî pûş ew şewitandin.
Bi hêza hilma te av bû du şeq. Bi ser hev de lod bû wekî dîwar. Di nava deryayê de avên kûr qerisîn.
Dijmin got: “Ezê bidim pey wan û wan bigirim. Ezê talên parve bikim, Dilê xwe bi wan rihet bikim. Şûrê xwe derînim Bi destê xwe wan biqewitînim.”
Lê te bi hilma xwe pif kir, Deryayê ew daqurtandin. Di avên mezin de, Wekî gule çûn binî.
Ma di nav îlahan de, Yekî wekî te heye ya Xudan? Di pîroziyê de rewnaq, Bi heybeta xwe hêjayî pesindanê. Ma kes heye wekî te kerametan dike?
Te destê xwe yê rastê dirêj kir, Erdê ew daqurtandin.
Ji gelê ku te rizgar kir re, Tu bi kerema xwe bûyî rêber. Te riya dera xwe ya pîroz, Bi hêza xwe nîşanî wan da.
Miletan bihîst û lerizîn. Tirs û sawê bi şêniyên Filîstîn girt.
Tirsê bi begên Edomê girt, Serekên Moavê lerizîn. Her şêniyê Kenanê ji tirsa heliya.
Tirs û sawê bi ser wan de girt, Ew li ber zendê te yê mezin, Wekî kevir bêtevger man, Heta ku gelê te derbas bû, Heta ku ev gelê te derbas bû ya Xudan.
Ya Xudan te ew anîn çiyayê mîrasa xwe, Dera ku tu lê dimînî, Pîrozgeha ku te bi destê xwe danî, ya Reb.
Xudan wê her û her padîşahiyê bike.
Gava hespên Firewn, erebeyên wî yên şer û siwarên wî ketin deryayê, Xudan avên deryayê bi ser wan de anî. Lê gelê Îsraêl di nav deryayê re, li ser erdê ziwa meşiya.
Xwişka Harûn, Mîryama Pêxember def da destê xwe û hemû jin bi reqs û bi defan li pey wê çûn.
Miryamê ji wan re ev lavij got: “Stranan ji Xudan re bêjin, Çimkî ew gelekî berz e, Wî hesp û siwar avêtin deryayê!”
Mûsa gelê Îsraêl bir wêdetirê Derya Sor û ew hatin Beriya Şûrê. Ew li beriyê sê rojan meşiyan, lê av nedîtin.
Ew gihîştin Marayê. Lê wan nikaribûn ji ava Marayê vexwin, çimkî tehl bû. Loma navê “Mara ” li wê derê danîn.
Gel li Mûsa kir gazin û got: “Ka emê çi vexwin?”
Mûsa ji Xudan lava kir. Xudan perçê darekê nîşanî wî da. Gava Mûsa ew avêt nav avê, av şîrîn bû. Xudan li wir ji bo wan qanûn û rêbaz danîn û wî ew li wir ceribandin.
Mûsa got: “Heke hûn bi baldarî guhê xwe bidin dengê Xwedayê xwe Xudan û ya ku li ber çavê wî rast e bikin, guh bidin emrên wî û miqateyê hemû qanûnên wî bin, ezê wan nexweşiyên ku min dane Misriyan, yekê jî nedim we. Çimkî yê ku şifayê dide we ez im, ez Xudan im.”
Piştre ew çûn Elîmê. Li wir duwanzdeh kaniyên avê û heftê darên xurmê hebûn. Wan li wir, li kêleka avê kon veda.
Tevahiya civaka Îsraêl ji Elîmê koç kir. Piştî ku ji welatê Misrê derketibûn, di roja panzdehê meha diduyan de, gihîştin Beriya Sînê ya ku di navbera Elîm û Sînayê de ye.
Tevahiya civaka Îsraêl li beriyê ji Mûsa û Harûn gazin kir.
Ji wan re got: “Xwezî Xudan hê gava em li welatê Misrê bûn, em bikuştana! Qet nebe em li ber sîtilên goşt rûdiniştin û me têra xwe dixwar. Lê belê, we em anîn beriyê ku tevahiya civakê ji birçiya bikujin!”
Xudan ji Mûsa re got: “Va ye ezê ji ezmanan nan ji bo we bibarînim. Wê gel her roj derkeve û nanê xwe yê rojekê bide hev. Bi vî awayî ezê wan biceribînim, ka li gorî şerîeta min rê ve diçin an na.
Di roja şeşan de, wê ji her rojên din du caran zêdetir bicivînin.”
Mûsa û Harûn ji tevahiya gelê Îsraêl re got: “Vê êvarê hûnê bizanibin ku Xudan we ji welatê Misrê derxistiye.
Hûnê serê sibê rûmeta Xudan bibînin. Çimkî Xudan a ku hûn li dijî wî dibêjin bihîst. Em kî ne ku hûn ji me gazinan dikin?”
Piştre Mûsa got: “Gava Xudan êvarê ji bo xwarinê goşt û serê sibê jî heta ku hûn têr bibin nan bide we, wî çaxî hûnê bizanibin. Çimkî ya ku hûn li dijî wî dibêjin Xudan dibihîze. Ma em kî ne? Gazina we ne ji me, ji Xudan e.”
Mûsa ji Harûn re got: “Ji tevahiya civaka Îsraêl re bêje: ‘Werin hizûra Xudan, çimkî Xudan gazinên wan bihîstin.’”
Gava Harûn ev ji tevahiya civaka Îsraêl re digot, wan li aliyê beriyê nêrî û rûmeta Xudan di nav ewr de xuya bû.
Xudan ji Mûsa re got:
“Min gazinên gelê Îsraêl bihîstin. Ji wan re bêje: ‘Hûnê ber êvarê goşt bixwin û serê sibê bi nên têr bixwin. Wê gavê hûnê bizanibin ku ez Xwedayê we Xudan im.’”
Wisa bû ku ber êvarê sûsik hatin û der û dor nixamtin. Serê sibê xunav ketibû derdora cihê ku dimînin.
Gava xunav rabû, li beriyê, li ser rûyê erdê, tiştekî biçûk û gilover ê wekî xûsikê xuya bû.
Gelê Îsraêl ev dît û ji hev re got: “Ev çi ye?” Çimkî nizanibûn ew çi ye. Mûsa ji wan re got: “Ev ew nan e ku Xudan ji bo xwarinê da we.
Emrê Xudan ev e: ‘Bila herkes li gorî xwarina xwe berhev bike. Ji bo her kesê ku li konê we dimîne omerekî hildin.’”
Gelê Îsraêl wisa kir, hinekan pir, hinekan hindik berhev kirin.
Gava bi omer pîvan, yê pir berhev kir, zêde nebû, yê hindik berhev kir jî kêm nebû. Her kesî li gorî xwarina xwe berhev kir.
Mûsa ji wan re got: “Bila tu kes heta serê sibê jê tiştekî bi xwe re nehêle.”
Lê wan guhê xwe neda Mûsa û hinekan heta serê sibê ji wê xwarinê bi xwe re hişt. Wî çaxî kurm li xwarina kesên bi xwe re hiştine xist û bêhn ketê û genî bû. Li ser vê yekê Mûsa li wan hêrs bû.
Her sibe li gorî xwarina xwe her kesî jê dida hev. Gava roj germ dibû, ya li erdê mayî diheliya.
Lê di roja şeşan de, her yekî du omerî, ango du qat nan da hev û hemû serekên civakê hatin û ji Mûsa re gotin.
Mûsa ji wan re got: “Ya ku Xudan emir dike ev e: ‘Sibê roja bêhnvedanê ye. Roja Septê ji bo Xudan pîroz e. Ya ku hûnê bipêjin, bipêjin, ya ku hûnê bikelînin, bikelînin. Ya mayî deynin aliyekî, bila bimîne sibê.’”
Çawa ku Mûsa li wan emir kiribû, ya zêde mayî heta serê sibê hilanîn. Bêhn neketê û kurm lê nexist.
Mûsa got: “Ya mayî îro bixwin, çimkî îro ji bo Xudan Roja Septê ye. Hûnê li derve nan nebînin.
Hûnê şeş rojan nan bidin hev, lê roja heftan Sept e, wê di wê rojê de tune be.”
Roja heftan, hin ji bo ku nan bidin hev derketin derve, lê tiştek nedîtin.
Xudan ji Mûsa re got: “Hûnê heta kengê guh nedin emrên min û şerîeta min?
Binêrin, Xudan Roja Septê da we, loma di roja şeşan de ji bo du rojan nanê we dide we. Bila herkes li cihê xwe bimîne û di roja heftan de kes ji cihê xwe dernekeve.”
Bi vî awayî gel di roja heftan de bêhna xwe veda.
Mala Îsraêl navê wî nanî man danî. Ew wekî tovê kişnişê spîçolkî bû û tehma wî wekî şilekê bihingiv bû.
Mûsa got: “Ya ku Xudan emir kiriye ev e: ‘Jê omerekî veşêrin. Divê hemû nifşên we wî nanî bibînin ku min li beriyê, gava min hûn ji welatê Misrê derxistin, bi we da xwarin.’”
Mûsa ji Harûn re got: “Tu cerekî hilde, omerekî Manê bixê û deyne hizûra Xudan ku ji bo hemû nifşên we bê parastin.”
Çawa ku Xudan li Mûsa emir kiriye, Harûn ji bo ku Manê veşêre danî ber Lewheyên Şahidiyê.
Gelê Îsraêl çil salan, heta gihîştin sînorê welatê Kenana ku lê bi cih bûn, Man xwarin.
Omerek dehyeka efayekê ye.
Tevahiya civaka Îsraêl, li ser fermana devê Xudan ji Beriya Sînê koç kirin. Ji hêlekê derbasî hêleke din bûn û li Refîdîmê kon vedan. Lê li vir ji bo civakê av tunebû.
Gel bi Mûsa re devjenî kir û got: “Avê bide me em vexwin.” Mûsa got: “Hûn çima bi min re devjeniyê dikin? Hûn çima Xudan diceribînin?”
Lê gel tî bûbû. Wan ji Mûsa gazin kir û got: “Te çima em ji Misrê deranîn, ji bo ku tu me, zarokên me û keriyên me bi tîbûnê bikujî?”
Mûsa ji Xudan lava kir û got: “Ez bi vî gelî çi bikim, hindik maye ku min bidin ber keviran.”
Xudan ji Mûsa re got: “Here pêşiya gel, bila çend rîspiyên gelê Îsraêl li ba te bin. Ew gopalê ku te li Çemê Nîlê xistibû jî bila di destê te de be.
Ezê li wir, li Çiyayê Horêvê, li ser zinêr li ber te bisekinim. Tê li zinêr bixî û ji bo ku gel jê vexwe, wê av jê biherike.” Mûsa li pêş rîspiyên Îsraêliyan, ya ku jê re hat gotin kir.
Wî navê vê derê Massa û Merîva danî. Çimkî gelê Îsraêl li vir bi Mûsa re devjenî kir: “Gelo Xudan bi me re ye yan na?” Bi vî awayî wan Xudan ceribandin.
Emalêqî hatin û li Refîdîmê li dijî gelê Îsraêl şer kirin.
Mûsa ji Yêşû re got: “Zilaman hilbijêre û here! Li dijî Emalêqiyan şer bike. Sibê, ezê gopalê Xwedê di destê min de li serê gir bisekinim.”
Yêşû bi awayê ku Mûsa lê emir kir, li dijî Emalêqiyan şer kir. Paşê Mûsa, Harûn û Hûr derketin serê gir.
Çaxê Mûsa destê xwe bilind dikir Îsraêlî, lê gava wî destê xwe datanî Emalêqî bi ser diketin.
Herdu destên Mûsa jî westiyan. Wan kevirek anîn û danîn bin wî û ew li ser kevir rûnişt. Ji aliyekî ve Harûn, ji aliyê din ve jî Hûr destên Mûsa li jor girtin. Heta ku roj çû ava destên Mûsa li jor man.
Yêşû gelê Emalêqî bi devê şûr têk birin.
Xudan ji Mûsa re got: “Tu vê wekî bîranînekê di nivîseke de binivîse û di guhê Yêşû de jî bibêje ku ezê navê Emalêqiyan bi tevahî ji ser rûyê erdê rakim.”
Mûsa gorîgehek çêkir û navê wê “Yahwe-Nissî ” danî.
Wî got: “Xudan sond xwar, wê şerê wî, nifş bi nifş li dijî Emalêqiyan berdewam bike.”
Xezûrê Mûsa, Yîtroyê Kahinê Mîdyanî her tiştê ku Xwedê ji bo gelê xwe û Mûsa kiriye û çawa Xudan Îsraêlî ji Misrê deranîne bihîst.
Mûsa Sîpporaya jina xwe şandibû. Li ser vê yekê Yîtroyê xezûrê Mûsa Sîpporayê
û herdu kurên wî, careke din ji Mûsa re anîn. Navê kurekî xwe Gêrşom danîbû û gotibû: “Ez li welatekî biyanî bûm yekî xerîb.”
Navê kurê xwe yê din Êliyezer danîbû û gotibû: “Xwedayê bavê min ji min re bû alîkar û ez ji şûrê Firewn rizgar kirim.”
Xezûrê Mûsa Yîtro, bi kurên wî û jina wî re hatin Çiyayê Xwedê, wê beriya ku Mûsa lê kon vedabû.
Wî xeber ji Mûsa re şand û got: “Ez, xezûrê te Yîtro, bi jina te û herdu kurên te re, têm ba te.”
Mûsa hat pêşiya xezûrê xwe, li pêş wî deverû çû erdê û ramûsa. Wan li rewşa hev pirsîn û derbasî hundirê kon bûn.
Mûsa her tiştê ku Xudan ji bo xatirê Îsraêliyan bi Firewn û Misriyan kiriye, tengasiyên ku di rê de kişandibûn û Xudan ew çawa rizgar kirine, yek bi yek ji xezûrê xwe re gotin.
Yîtro, bi hemû qenciya ku Xudan bi gelê Îsraêl re kiriye û ew ji destê Misriyan rizgar kirine, dilşa bû.
Yîtro got: “Xudanê ku hûn ji destê Misriyan û Firewn rizgar kir pîroz be! Wî gel ji bindestiya Misriyan rizgar kir!
Niha ez dizanim ku Xudan ji hemû îlahan mezintir e, bi taybetî bi quretiya ku wan li gelê Îsraêl dikir.”
Piştre Yîtroyê xezûrê Mûsa qurbanên şewitandinê û qurbanên din ji Xwedê re anîn. Harûn û hemû rîspiyên gelê Îsraêl, ji bo ku bi xezûrê Mûsa re li hizûra Xudan xwarinê bixwin hatin.
Dotira rojê Mûsa ji bo ku li dozên gel binêre bi wan re rûnişt. Gel ji serê sibê heta êvarê li dora Mûsa sekinî.
Gava xezûrê Mûsa her tiştê ku wî ji bo gel kir dît, wî got: “Ev çi ye ku tu ji bo gel dikî? Çima tu bi tenê wekî dadger rûdinî û gel ji serê sibê heta êvarê li dora te dimîne?”
Mûsa ji xezûrê xwe re got: “Gel tê ba min ku ez şîreta Xwedê bixwazim.
Gava meseleyeke wan hebe, ew tên ba min. Ez li ser pirsên wan biryar didim. Ez qanûn û şerîeta Xwedê ji wan re dibêjim.”
Xezûrê Mûsa jê re got: “Ya ku dikî ne baş e!
Tu hem xwe û hem jî vî gelî diwestînî. Tu bi serê xwe ji heqê vî karî dernakevî, çimkî ev kar ji bo te gelek giran e.
Tu guhê xwe bide dengê min, ez şîretekê li te bikim û bila Xwedê bi te re be! Divê tu ji dêla gel ve, li ber Xwedê bisekinî. Meseleyên wan bibî ber Xudan.
Tu qanûn û şerîetê hînî wan bike, riya ku wê lê herin û ya ku wê bikin nîşanî wan bide.
Tu ji nav tevahiya gel, mirovên bikêrhatî, Xwedêtirs, rast û yên ji qezenca neheq nefret dikin hilbijêre û wan li ser komên hezaran, sedan, pênciyan û dehan bike serek.
Bila ew hergav ji bo gel dadgeriyê bikin. Bila ew dozên mezin bînin pêşberî te û yên biçûk ew bi xwe çareser bikin. Bi vî awayî wê karê te bikin û barê te sivik bibe.
Heke tu wiha bikî û Xwedê jî wiha li te emir dike, wê gavê tu dikarî li ber xwe bidî û ev gel jî wê bi xêr û silamet here mala xwe.”
Mûsa guhê xwe da dengê xezûrê xwe û her tiştê ku wî got kir.
Wî ji tevahiya gelê Îsraêl mirovên bikêrhatî hilbijartin û ew li ser gel kirin serhezar, sersed, serdeh û serpêncî.
Wan hergav di nav gel de dadgerî kir, dozên giran anîn pêşberî Mûsa û pirsên biçûk bi xwe çareser kirin.
Piştre Mûsa xezûrê xwe bi rê kir û Yîtro zivirî welatê xwe.
Piştî ji welatê Misrê derket sê meh paşê, gelê Îsraêl gihîşt Beriya Sînayê.
Ew ji Refîdîmê derketibûn û hatibûn Beriya Sînayê. Li pêşberî Çiyayê Sînayê kon vedan û bi cih bûn.
Mûsa derket ber Xwedê. Xudan ji çiyê deng lê kir û got: “Tê ji Mala Aqûb re, ji gelê Îsraêl re wiha bêjî:
‘We dît ku min bi Misriyan çi kir û çawa we li ser baskê teyrên baz siwar kirin û anîn ba xwe.
Li ser vê yekê heke hûn bi baldarî guh bidin dengê min û bi peymana min ve girêdayî bimînin, hûnê di nav hemû gelan de bibin milkê min bi xwe. Çimkî tevahiya dinyayê ya min e.
Hûnê ji bo min bibin padîşahiya kahinan û miletekî pîroz. Gotina ku tê ji gelê Îsraêl re bêjî ev e.’”
Mûsa çû, gazî hemû rîspiyên gel kir û her tiştê ku Xudan lê emir kiribû danî ber wan.
Tevahiya gel bi hev re bersiv da û got: “Her tiştê ku Xudan gotiye emê bikin.” Mûsa bersiva gel gihand Xudan.
Paşê Xudan ji Mûsa re got: “Ezê di nav ewrekî tarî de bêm ba te, gava ez bi te re bipeyivim bila gel bibihîze û her û her baweriyê bi te bîne.” Mûsa ya ku gel jê re gotibû gihand Xudan.
Xudan ji Mûsa re got: “Tu here ba gel, bila îro û sibê xwe pak bikin. Bila kincên xwe bişon.
Bila ew ji bo roja sisêyan amade bin. Çimkî ezê wê rojê li ber çavê hemûyan dakevim Çiyayê Sînayê.
Sînorekî li dora çiyê bikişîne û ji gel re bêje: ‘Nabe kes derkeve çiyê û xwe nêzîkî qûntara wî bike. Her kî xwe nêzîkî çiyê bike, divê bê kuştin.
Kesê nêzî çiyê bibe, an wê bê kevirkirin, an jî bi tîran bê kuştin. Çi mirov, çi heywan wê nejî.’ Kengê demeke dirêj li boriyê hat xistin, bila gel hilkişe çiyê.”
Mûsa ji çiyê berjêr bû, hat nav gel û kir ku gel xwe pak bike. Her kesî kincên xwe şûştin.
Mûsa ji gel re got: “Ji bo roja sisêyan xwe amade bikin. Bila di vê navberê de kes neçe nav nivîna jina xwe.”
Roja sisêyan serê sibê brûsk lê xist û ewrekî giran ser çiyê girt. Dengê boriyeke hêzdar hat bihîstin. Hemû kesên li artêşgehê lerizîn.
Mûsa gel ji artêşgehê deranî ku herin pêşwaziya Xwedê. Ew li qûntara çiyê sekinîn.
Ji her dera Çiyayê Sînayê dû bilind dibû, çimkî Xudan di nav êgir de daketibû serê çiyê. Wekî dûyê ji êtûnekê rabe, ji serê çiyê dû bilind dibû û hemû çiya dilerizî.
Gava dengê boriyê her ku diçû bilind dibû, Mûsa dipeyivî û Xwedê bi lêxistina brûskê re bersiva wî da.
Xudan daket ser serê Çiyayê Sînayê, gazî Mûsa kir ku were serê çiyê. Mûsa rabû hat serê çiyê.
Xudan ji Mûsa re got: “Berjêr be, gel hişyar bike. Nebî nebî kesek ji bo min bibîne rabe sînor derbas bike! Yan na wê piraniya wan helak bibin.
Kahinên nêzîkî min dibûn jî bila ji min dûr bin. An na ezê wan jî ceza bikim.”
Mûsa ji Xudan re got: “Gel nikare hilkişe Çiyayê Sînayê, çimkî te bi xwe em şîret kirin û ji me re got: ‘Sînorekî li dora çiyê bikişîne û wî pîroz bike.’”
Xudan ji Mûsa re got: “Rabe berjêr be û Harûn bîne. Lê bila kahin û gel ji bo dîtina min, sînor derbas nekin. An na ezê wan ceza bikim.”
Mûsa berjêr bû, gel agahdar kir.
Xwedê tevahiya van tiştan got:
“Ez Xwedayê te Xudan im ku tu ji welatê Misrê, ji warê koletiyê deranî.
“Wê ji min pêve tu îlahên te tunebin.
“Tê ji xwe re pûtê tu tiştan çênekî ku dişibe tiştekî li ezmanan, li ser erdê yan jî di avên di bin erdê de ye.
Tê li ber wan neçî ser çokan û xulamiya wan nekî. Çimkî ez, Xwedayê te Xudan, Xwedayekî xîretkêş im. Ez hesabê sûcên kesên ji min nefret dikin, ji zarokên wan, ji neviyên wan, ji nifşê sisêyan û çaran jî dipirsim.
Lê kesên ji min hez dikin û emrên min pêk tînin, ez bi hezar nifşan ji bo wan dilsoz im.
“Tê navê Xwedayê xwe Xudan vala neyînî ser zimanê xwe. Çimkî Xudan kesên navê wî vala tînin ser zimanê xwe bêceza nahêle.
“Tê Roja Septê bi bîr bînî û pîroz bihesibînî.
Tê şeş rojan bixebitî û hemû karên xwe bikî,
lê roja heftan ji bo Xwedayê te Xudan Sept e. Wê rojê tu, kurê te, keça te, xulamê te, xadima te, heywanên te û xerîbên di nav te de, hûnê tu karî nekin.
Çimkî Xudan erd û ezman, derya û hemû tiştên di wan de, di şeş rojan de çêkirin û di roja heftan de bêhna xwe veda. Loma Xudan Roja Septê pîroz û bereket kir û wekî rojeke pîroz nîşan kir.
“Qedrê dê û bavê xwe bigire ku emrê te li welatê ku Xwedayê te Xudan dide te, dirêj be.
“Tê kuştinê nekî.
“Tê zinayê nekî.
“Tê nedizî.
“Tê li dijî cîranê xwe şahidiya derewîn nekî.
“Tê çav bernedî mal û milkê cîranê xwe. Tê çav bernedî jin, xulam, xadim, ga, ker an jî tu tiştekî cîranê xwe.”
Gava tevahiya gel şahidiya dûyê serê çiyê, dengê boriyan, gurmîn û şirqîna brûskan kir, tirsiya û dûr sekinî.
Wan ji Mûsa re got: “Tu bi me re bipeyive, emê guhdariya te bikin. Bila Xwedê bi me re nepeyive, yan na emê bimirin.”
Mûsa ji wan re got: “Netirsin, çimkî Xwedê ji bo we biceribîne hat ku tirsa wî di dilê we de hebe û hûn gunehan nekin.”
Wî çaxî gel dûr sekinî lê Mûsa xwe nêzîkî wê dera tarî kir ku Xwedê lê bû.
Xudan ji Mûsa re got: “Tê ji gelê Îsraêl re wiha bibêjî: ‘We dît ku ez ji ezmanan bi we re peyivîm.
Hûnê li hember min, ji bo xwe ji zêr û zîv îlahan çênekin.
“‘Tê ji bo min ji axê gorîgehê çêkî. Tê qurbanên xwe yên aştiyê û şewitandinê, pez û dewarên xwe li wê derê serjê bikî. Li her dera ku ez navê xwe bi bîr tînim, ezê bêm ba te û te pîroz bikim.
Lê heke tu ji bo min gorîgeheke kevirîn çêkî, wê ne ji kevirên necirandî be. Çimkî amûrê tê bixebitînî, wê gorîgehê mirdar bike.
Tê bi derenceyan hilnekişî gorîgeha min ku tazîbûna te xuya nebe.’”
“Rêbazên ku tê bidî ber wan ev in:
“Gava tu koleyekî Îbranî bikirî, wê şeş salan xulamiyê bike lê sala heftan wê bêyî ku tiştekî bide azad bibe.
Heke ew tenê hatibe, wê tenê here. Heke zewicî hatibe, wê bi jina xwe re here.
Heke xweyê wî ew zewicandibe û wê jinê jê re kur an keç anîbin, wê jin û zarok ji xweyî re bimînin. Wê kole tenê here.
Lê heke kole bi eşkereyî bibêje: ‘Ez ji xweyê xwe, jina xwe û zarokên xwe hez dikim. Ez naxwazim azad bibim,’
wê xweyê wî, wî derxe hizûra Xwedê. Wê wî nêzîkî derî yan kêleka derî bike û guhê wî bi dirêşikê qul bike. Bi vî awayî, wê tevahiya jiyana xwe xulamiya wî bike.
“Lê gava kesek keça xwe wekî kole û carî bifiroşe, wê bi koleyên mêr re neyê berdan.
Heke ew ne bi dilê xweyê xwe yê dergistiyê wê be, wê bihêle ku dîsa bê kirîn. Ew nikare wê bifiroşe xerîban. Çimkî wî bêbextî lê kiriye.
Heke xweyî wê bide kurê xwe, wê wekî keça xwe bibîne.
Heke xweyî bi jineke din re bizewice, wê jina xwe ya berê ji xwarin, cil û berg û ji razana pê re kêm neke.
Heke ew van her sê tiştan neke, wê jin bêyî ku tiştekî bide azad be. Wê qet pere nede.
“Kesê li kesekî din bixe û bikuje, divê ew jî bê kuştin.
Lê heke bi qestî nehatibe kirin û ev kuştin ji Xwedê be, ezê cihekî ku ew dikare bireve, ji te re kifş bikim.
Heke kesek bi dekbazî êrîşî cîranekî bike û wî bi pîlan bikuje, xwe bavêje gorîgeha min jî, tê wî derxî û bikujî.
“Kesê li dê û bavê xwe bixe, divê bê kuştin.
“Kesê kesekî din bi darê zorê birevîne, firotibe jî, di destan de be jî, divê bê kuştin.
“Kesê nifiran li dê û bavê xwe bike, divê bê kuştin.
“Gava hinek kes devjenî bikin û paşê kesek bi kevir an bi kulman li cîranê xwe bixe û cîranê wî nemire û bikeve nav nivînan,
lê piştre rabe û bikaribe li derve bi gopal bigere, wî çaxî kesê lê xistiye wê bêsûc be. Lê wê heqê dema winda kiriye û heta baş bibe hemû heqê dermankirinê bide.
“Gava kesek bi daran li koleyê xwe yan jî li koleya xwe bixe û kole di destên wî de bimire, divê bê cezakirin.
Lê heke kole rojek du rojan bijî, wê xweyî neyê cezakirin. Çimkî malê wî ye.
“Gava kesên li hev bixin, li jineke bizaro bikevin û zarokê wê zû bibe lê zirara din pê nebe, divê kesê lê ketiye bê cezakirin. Pereyê ku mêrê jinikê xwestiye û dadger erê kiriye, wê bide.
Heke zirar hebe, wê di ber can de can,
di ber çav de çav, di ber diran de diran, di ber dest de dest, di ber pê de pê,
di ber şewitandinê de şewitandin, di ber birînê de birîn, di ber derb de derb bide.
“Gava kesek li çavê koleyê xwe yan jî li koleya xwe bixe û kor bike, wê di ber çavê wî de wî azad bike.
Heke ew diranê koleyê xwe yan jî koleya xwe bişikêne, wê di ber dirên de azad bike.
“Gava gayek bi qiloçên xwe li mêr an jinekê bixe û bikuje, divê ew ga bê kevirkirin. Wê goştê wî neyê xwarin lê xweyê ga bêsûc be.
Heke gayek ji berê ve boçker be û xweyê wî hatibe hişyarkirin lê xweyî bergiriya vê yekê nekiribe û ga mêr an jinekê bikuje, wê gê bidin ber keviran. Wê xweyê wî jî bê kuştin.
Lê heke ji xweyê ga berdêlek bê xwestin, divê hemû berdêla jê tê xwestin bide û canê xwe rizgar bike.
Heke ga bi qiloçên xwe li kurikekî yan li keçikekê bixe û bikuje, wê li gorî heman rêbazê bê kirin.
Heke ga bi qiloçên xwe li koleyekî yan jî li koleyekê bixe û bikuje, wê xweyê gê sî şekel zîv bide xweyê wî û ga jî bê kevirkirin.
“Gava kesek çalekê veke yan ser çala ku kolaye negire û ga yan kerek bikeve wê çalê,
wê xweyê çalê pere bide xweyê heywên û aştiyê bike. Wê heywanê mirî bibe yê wî.
“Gava gayê yekî li gayê cîranê xwe bixe û bikuje, wê gayê sax bifiroşin û heqê wî li hev parve bikin. Heywanê mirî jî li hev parve bikin.
Lê heke ji berê ve bê zanîn ku ga êrîşkar e û xweyê wî ew zevt nekiriye, divê di şûna wî gayî de gayekî din bide û aştiyê bike. Wê gayê mirî ji xweyê xwe re bimîne.”
“Gava kesek ga yan pezekê bidize û wî serjê bike yan bifiroşe, wê diz di şûna gayekî de pênc gayan, di şûna pezekê de çar pezan bide û aştiyê bike.
“Gava dizek li ser diziyê bê girtin û herwiha bê lêxistin û kuştin, wê sûcê xwînê nekeve ser kesê ew kuştiye.
Heke bûyer piştî derketina rojê çêbûbe, wê sûcê xwînê li ser kesê ku kuştiye be. Divê diz bergîdanê bide û aştiyê bike. Heke tiştekî wî tune be, wê di şûna diziya xwe de wekî kole bê firotin.
Heke malê diziyê –ga, ker an pez– sax û di destê wî de bê peydakirin, wê du qatê wan bide û aştiyê bike.
“Gava kesek bi çêrandina dewarê xwe zevî yan rezê kesekî din xera bike yan li zeviya kesekî din de berde, wê ji dera herî baş a zeviya xwe û ji dera herî baş a rezê xwe bergîdanê bide û aştiyê bike.
“Gava agir zêde be, bigihîje diriyan û komeke genim, qevdên genim an zeviya genim bişewite, divê kesê agir derxistiye bergîdanê bide û aştiyê bike.
“Gava kesek pere yan tiştekî xwe emanetê cîranê xwe bike û ev tişt li mala wî werin dizîn, heke diz bê dîtin wê du qatê wan tiştan bide û aştiyê bike.
Lê heke diz neyê girtin, wê xweyê malê derxin hizûra Xwedê ku bê zanîn ka cîranê wî dest daye tiştên wî yan na.
Di her meseleya ga, ker, pez, kinc û her tiştê windabûyî ya ku herdu alî jî dibêjin: ‘Ev ya min e’ de, wê gotina herdu aliyan here ber Xwedê. Kesê ku Xwedê wî sûcdar dertîne, wê du qatê wan tiştan bide cîranê xwe û aştiyê bike.
“Gava kesek ker, ga, pez an heywanekî din emanetî cîranê xwe bike û ew heywan bimire, zirar bibîne yan jî bêyî ku kes bibîne bê dizîn,
wê kesê emanet standiye bi navê Xudan sond bixwe ku wî dest neavêtiye malê wî. Wê xweyê malî vê sondê qebûl bike û wê bergîdan neyê dayîn.
Lê heke bi rastî jî malê li ba wî hatibe dizîn, wê bergîdanê bide xweyî û aştiyê bike.
Heke ji aliyê heywanan ve mal hatibe perçekirin, wê ew ji bo şahidiyê perçeyekî bîne. Ji bo heywanê perçekirî wê tiştekî nede.
“Gava kesek ji cîranê xwe heywanekî bi deyn bistîne û gava xweyî ne li wir e, ew zirar bibîne yan bimire, divê bergîdanê bide û aştiyê bike.
Lê heke xweyî wê gavê li wir be, wê bergîdanê nede. Heke heywan hatibe kirêkirin, wê tenê destmiza kirê bê dayîn.
“Gava zilamek keçikeke bakîre ku ne bi dergistî ye bixapîne û pê re razê, divê ew qelenê wê bide û pê re bizewice.
Heke bavê keçikê qet nexwaze wê bide wî, qelenê keçikeke bakîre çi be, wê bide.
“Tê jinika sêrbaz sax nehêlî.
“Her kesê bi heywanekî re têkiliya cinsî bike, divê bê kuştin.
“Kesê qurban ji îlahekî re serjê bike, wê bi tevahî bê tunekirin. Wê qurban tenê ji Xudan re bin.
“Tê zordariya xerîban nekî û wan nexî tengasiyê. Çimkî hûn jî li welatê Misrê xerîb bûn.
“Tê jinebî û sêwiyan neêşînî.
Heke tu neheqiyê li yekî ji wan bikî û ew li min bike feryad, ezê esse hewara wî bibihîzim.
Wî çaxî wê hêrsa min esse rabe û ezê we bi şûr bikujim. Wê jinên we, jinebiyên we û zarokên we, sêwî bimînin.
Heke tu pere bi deyn bidî bindestên nav xwe –gelê min– tê wekî selefxuran bi wan re nedî û nestînî. Tê faîzê nedî ser ya ku we daye wan.
Heke te ebayê cîranê xwe bi gerewî standibe, hê roj neçûye ava, tê lê vegerînî.
Çimkî ew dikare ebayê wî yê tenê be. Ew nebe, wê çawa razê? Heke ew hewarê li min bike, ezê bibihîzim. Çimkî ez keremdar im.
“Tê nifir li Xwedê nekî û naletê li serekê gelê xwe jî nekî.
“Tê di dayîna dexlê xwe û ava mehsera xwe de bi derengî nekevî. “Tê nixuriyên xwe yên kur bidî min.
“Tê ji bo ga û pezên xwe jî wiha bikî. Wê heft rojan bi diya xwe re bimînin û di roja heştan de tê wan bidî min.
“Hûnê bibin gelê min ê pîroz. Hûnê goştê li çolê nexwin ku ji aliyê heywanan ve hatiye perçekirin. Hûnê wî bavêjin ber kûçikan.”
“Tê xebera derew negerînî. Tê bi şahidiya zordariyê ji yê xerab re nebî alîgir.
Tê ji bo xerabiyê nedî pey piraniyê. Tê di dozekê de ji bo neheqiyê jî nedî pey piraniyê.
Tê di dozeke de meyla kesê belengaz jî nekî.
“Gava tu rastî ga yan kerê winda yê dijminê xwe werî, divê tu wî lê vegerînî.
“Gava tu kerê kesê ji te nefret dike di bin bar de ketî bibînî û nexwazî rakî nabe. Divê tu jê re bibî alîkar û rakî.
“Di dozekê de heqê kesê hejar nede xwarin.
Tê ji derewan dûr bî û nebî sedema mirina kesê bêsûc û rast. Çimkî ezê kesê xerab mafdar derneyînim.
Tê bertîlê nestînî. Çimkî bertîl kesên dibînin kor dike û dozên kesên mafdar serobino dike.
“Tê xerîban nexî tengasiyê. Hûn bi dilê xerîban dizanin. Çimkî hûn jî li welatê Misrê xerîb bûn.
“Tê axê şeş salan biçînî û berê wê hilînî.
Lê tê di sala heftan de wê beyar bihêlî ku hejarên gelê te jê bixwin û ya ku ji ber wan dimîne heywanên çolê bixwin. Tê ji bo rez û bexçeyê zeytûnan jî wiha bikî.
“Tê şeş rojan karê xwe bikî lê roja heftan bêhna xwe vedî. Bi vî awayî wê ga û kerên we bêhna xwe vedin û kurên koleya te û xerîb xwe rihet bikin.
“Hay jê hebin, hûnê her gotina ez ji we re dibêjim pêk bînin. Hûnê navê îlahan bi bîr neyînin û navê wan ji devê xwe dernexin.
“Tê salê sê caran ji bo min bikî cejn.
Tê Cejna Nanê Şikeva pîroz bikî. Çawa ku min li te emir kiriye, di rojên kifşkirî yên meha Avîvê de heft rojan nanê şikeva bixwe. Çimkî tu di wê mehê de ji Misrê derketî. “Bila tu kes destvala neyê pêşberî min.
“Tê bi berê pêşî yê ku li zeviyê çandin, Cejna Dirûnê pîroz bikî. Di dawiya salê de, gava tu berê xwe berhev dikî, tê Cejna Berhilanînê pîroz bikî.
Wê hemû mêrên te, salê sê caran herin hizûra Reb Xudan.
“Tê xwîna qurbana min bi nanê bihevîrtirş serjê nekî. Wê bezê qurbankirina cejna min jî nemîne serê sibê.
“Tê berê pêşî yê bijare yê axa xwe, bînî Mala Xwedayê xwe Xudan. “Tê karikê, li ber şîrê diya wî nekelînî.
“Va ye, ez li pêşiya te milyaketekî dişînim ku di rê de te biparêze û te bibe axa ku min amade kiriye.
Bila bala te li ser wî be û guhê xwe bide dengê wî. Tê li dijî wî dernekevî. Wê serhildana te nebexişîne, çimkî navê min li ser wî ye.
Lê heke tu bi rastî jî guh bidî dengê wî û her tiştê dibêje bikî, ezê ji dijminên te re bibim dijmin û ji neyarên te re bibim neyar.
“Çimkî wê milyaketê min li pêşiya te here û te bibe nav Amorî, Hîtîtî, Perîzzî, Kenanî, Hîwî û Yevûsiyan. Ezê jî wan tune bikim.
Tê li pêş îlahên wan neçî ser çokan. Tê xulamiya wan nekî û karên wan nekî. Lê divê tu îlahên wan hilweşînî û kevirbelên wan perçe bikî.
Hûnê xulamiya Xwedayê xwe Xudan bikin. Ezê nan û ava te pîroz bikim û nexweşiyan ji nav te rakim.
Wê li welatê te jina kordunde û ya ku zarok ji ber diçe nemîne. Ezê jiyaneke dirêj bidim te.
Ezê tirs û sawa xwe li pêşiya te bişînin û her gelê ku tê li dijî wan herî, şaş bikim. Ezê bikim ku hemû dijminên te ji ber te birevin.
Ezê dehşetê li pêşiya we bişînim ku Hîwî, Kenanî û Hîtîtiyan biqewitîne.
Lê ji bo ku welat xera nebe û heywanên çolê li ser serê te zêde nebin, ezê di nav salekê de wan ji ber te neqewitînim.
Heta tu zêde bibî û welat mîras bistînî, ezê hêdî hêdî ji ber te biqewitînim.
“Ezê sînorên te ji Derya Sor heta Derya Filîstiyan, ji beriyê heta Feratê deynim. Ezê şêniyên welêt bidim destên we ku tê ji pêş xwe biqewitînî.
Tê bi wan û bi îlahên wan re tu peymanekê çênekî.
Wê li welatê te rûnenin. An na wê bikin ku tu li dijî min gunehan bikî. Çimkî heke tu xulamiya îlahên wan bikî, wê ji bo te bibe dafik.”
Xudan ji Mûsa re got: “Tu tevî Harûn, Nadav, Avîhû û heftê kesên ji rîspiyên gelê Îsraêl hilkişî ba min û hûnê ji dûr ve biperizin.
Divê Mûsa bi tenê nêzîkî min bibe, yên din nêzîk nebin. Gel pê re neyê.”
Mûsa hat û hemû gotin û rêbazên Xudan ji gel re gotin. Tevahiya gel bi dengekî bersiv da û got: “Hemû tiştên ku Xudan gotin, emê bikin.”
Mûsa hemû gotinên Xudan nivîsî. Ew serê sibê zû rabû û wî li qûntara çiyê gorîgehek çêkir. Wî li gorî duwanzdeh eşîrên Îsraêl, duwanzdeh kevirbel çikandin.
Piştre wî xortên gelê Îsraêl şandin ku qurbanên şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin û wekî qurbanên aştiyê conegayan serjê bikin.
Mûsa nîvê xwînê hilda û kir tasan. Nîvê din jî bi ser gorîgehê ve reşand.
Piştre nivîsa peymanê hilda û ji gel re xwend. Paşê gel got: “Emê bi her gotina Xudan bikin û guhê xwe bidinê.”
Mûsa xwîna mayî hilda, bi ser gel de reşand û got: “Va ye, xwîna peymanê ku Xudan li gorî van hemû gotinan bi we re çêkir.”
Piştre Mûsa, Harûn, Nadav, Avîhû û heftê rîspiyên gelê Îsraêl hilkişiyan çiyê.
Wan Xwedayê Îsraêl dît. Di bin lingên wî de tiştekî wekî kelpîçên ji lapîsan hebû. Bi paqijiya xwe, ew wekî ezmanan bû.
Xwedê destê xwe li pêşengên gelê Îsraêl ranekir. Wan Xwedê dît lê dîsa jî rabûn xwarin û vexwarin.
Xudan ji Mûsa re got: “Tu hilkişe çiyê, were ba min û li vir bimîne. Ezê lewheyên kevirîn ên ku min ji bo hînkirinê emir û şerîet li ser nivîsandine, bidim te.”
Mûsa û Yêşûyê xizmetkarê wî rabûn û Mûsa hilkişiya Çiyayê Xwedê.
Mûsa ji rîspiyan re got: “Heta ku em bi şûn de hatin, hûn li vir li benda me bin. Harûn û Hûr li ba we ne, meseleyek hebe herin ba wan.”
Mûsa hilkişiya ser çiyê. Ewr çiya nixamt.
Rûmeta Xudan li ser Çiyayê Sînayê bi cih bû. Ewr şeş rojan çiya nixamt. Roja heftan, Xudan ji nav ewr gazî Mûsa kir.
Rewnaqiya rûmeta Xudan li serê çiyê di çavê gelê Îsraêl de wekî agirekî xuya dikir ku dixwe û tune dike.
Mûsa ket nav ewr û hilkişiya çiyê. Ew çil şev û çil rojan li serê çiyê ma.
Xudan ji Mûsa re got:
“Ji gelê Îsraêl re bêje, bila ji min re pêşkêşiyan bînin. Pêşkêşiya her kesê ku ji dil dide jê bistînin.
Pêşkêşiyên ku hûnê ji wan bistînin ev in: Zêr, zîv, tûnc,
tayên sor, binevşî û şînê tarî, kitanê tenik û mûyê bizinê,
çermê beran ê bi hibra sor û şînê tarî, dara aqasyayê,
zeyta qendîlan, biharatên rûnê kifşkirinê û bixûra bêhnxweş,
kevirên onîks û kevirên din ên hêja ku li ser êfod û bersing bên rêzkirin.
“Wê ji bo min pîrozgehek çêkin ku ez di nav wan de bi cih bim.
Hûnê li gorî wê mînaka ku ezê nîşanî te bidim, mesken û taximên wî çêkin.
“Wê ji dara aqasyayê sindoqekê çêke. Wê dirêjahiya wê du gaz û nîv, berfirehiya wê gaz û nîv û bilindahiya wê jî gaz û nîvek be.
Tê hundir û derveyî wê bi zêrê xas kiras bikî. Tê toqeke zêrîn bavêjî dora wê.
Tê ji bo wê çar xelekên zêrîn birijînî û wan li her çar lingên wê bixî, du xelek li kêlekekê, du xelekên din jî li kêleka din.
Tê ji dara aqasyayê destiyan çêkî û wan bi zêr kiras bikî.
Ji bo hilgirtina sindoqê, tê destiyan di xelekên kêlekên sindoqê re derbas bikî.
Wê destî di xelekên sindoqê de bimînin, jê neyên derxistin.
Şahidiya ku ezê bidim te tê bixî nava sindoqê.
“Tê ji zêrê xas derxûnekî çêkî. Wê dirêjahiya wê du gaz û nîv, berfirehiya wê gaz û nîvek be.
Tê du xerûbên zêrê karê kutayî çêkî û wê li ser herdu kêlekên derxûn de bin.
Xerûbekî li ser kêlekê, yê din jî li ser kêleka din çêke. Tê wan ji herdu xerûban ve, bi derxûn ve bikî yek perçe.
Wê xerûb baskên xwe li aliyê jorîn vekin û bi wan derxûn binixêmin. Wê rûyê wan li hev be û li derxûn binêrin.
Tê derxûn deynî ser sindoqê û Şahidiya ku ezê bidim te tê bixî nava sindoqê.
Ezê li wir te bibînim. Ezê ji ser derxûn, ji nav herdu xerûbên ser Sindoqa Şahidiyê de hemû emrên xwe yên ji bo gelê Îsraêl ji te re bêjim.
“Tê ji dara aqasyayê maseyekê çêkî. Wê dirêjahiya wê du gaz, berfirehiya wê gazek û bilindahiya wê gaz û nîvek be.
Tê wê bi zêrê xas kiras bikî û toqeke zêrîn bavêjî dora wê.
Tê li dora toqê, bi qasî çar tiliyan keviyekê çêkî û toqeke zêrîn bavêjî dora wê.
Tê ji bo maseyê çar xelekên zêrîn çêkî û li ser çar lingan deynî ser çar kujan.
Wê xelekên destiyên ji bo hilgirtina maseyê, nêzîkî kuj bin.
Tê destiyan ji dara aqasyayê çêkî û wan bi zêr kiras bikî. Wê mase bi wan bê hildan.
Tê ji bo maseyê, tas û firaxên bixûrê, tevî tas û şerbikên pêşkêşiya rijandinê çêkî. Tê ji zêrê xas çêkî.
Tê Nanê Hizûrê hergav deynî ser maseyê, ber min.
“Tê ji zêrê xas şamdankekê çêkî. Wê ling û stûna wê ji karê kutayî be. Wê tasik, tevî kulîlk û qalikên wan, ji wê bin.
Wê ji kêlekên şamdankê şeş mil rabin, sê mil ji kêlekekê û sê milên din jî, ji kêleka din bin.
Wê li ser her milî, di şiklê kulîlka behîvê de sê tasik, tevî kulîlk û qalikê wê hebe. Wê her şeş milên şamdankê wiha bin.
Wê li ser şamdankê di şiklê kulîlka behîvê de çar tasik, tevî kulîlk û qalikê wan, hebin.
Ji bo her şeş milên ku ji şamdankê bilind dibin, di bin herdu milên pêşî, herdu milên diduyan û herdu milên sisêyan de qalik ji ber xwe hebe.
Wê qalik û milên wan bibin yek perçe. Tevahî ji zêrê xas yê karê kutayî be.
“Tê ji bo wê heft qendîlan çêkî, bi awayê ku ber xwe ronahî bikin, li ser şamdankê bi cih bikî.
Wê maşikên fitîlan û bixûrdankên wê ji zêrê xas bin.
Wê şamdank û taximên wê ji telantekê zêrê xas bê çêkirin.
Binêre û her tiştî li gorî mînaka li çiyê ji te re hat nîşandan çêke.”
“Tê mesken ji deh perdeyên kitanê tenik honandî û tayên sor, binevşî û şînê tarî çêkî. Tê ser wan xerûbên bi hosteyî hatibe xemilandin çêkî.
Wê dirêjahiya her perdeyê bîst û heşt gaz, berfirehiya wê jî çar gaz be. Wê pîvana her perdeyê yek be.
Wê pênc perde, bi hev ve bên danîn û pênc perde yên din jî bi hev ve bên danîn.
Tê li keviya perdeya herî paşî ya desteya pêşî, qulpikên şînê tarî vekî. Tê li keviya desteya din jî wisa bikî.
Tê di perdeyekê de pêncî qulpikan vekî û di keviya perdeya desteya din de jî pêncî qulpikên din vekî. Wê qulpik li pêşberî hev bin.
Tê pêncî qopçeyên zêrîn çêkî û perdeyan bi qopçeyan bi hev ve deynî. Bi vî awayî wê mesken bibe yek perçe.
“Tê ji mûyê bizinê perdeyan çêkî ku wekî xêliyekê meskên binixême. Tê yanzdeh perdeyan çêkî.
Wê dirêjahiya her perdeyê sî gaz, berfirehiya her perdeyê jî çar gaz be. Wê pîvana yanzdeh perdeyan yek be.
Tê pênc perdeyan cuda bi hev ve deynî, şeş perdeyan jî cuda bi hev ve deynî. Tê perdeya şeşan li pêş kon qat bikî.
Tê li keviya perdeya paşî ya desteyê pêncî qulpikan, li keviya perdeya paşî ya desteya din jî pêncî qulpikan vekî.
Tê ji tûnc pêncî qopçeyan çêkî, qopçeyan bixî hundirê qulpikan û bi hev ve deynî ku kon bibin yek perçe.
Wê nîv perde ya ku ji meskên zêde maye, li pişt kon bişeride.
Qumaşê ku ji aliyê dirêj ê perdeyan zêde maye, wê ji kêleka kon bi qasî gazekî bişeride û meskên binixême.
Tê ji bo kon, ji çermê beran ê bi hibra sor xêliyekê û li ser wê jî, ji çermê beran ê şînê tarî xêliyeke din çêkî.
“Tê ji bo meskên, ji dara aqasyayê, çîtên çik çêkî.
Wê dirêjahiya wan çîtan deh gaz, berfirehiya wan jî gaz û nîvek be.
Wê du bizmikên her çîtê hebin ku li hev dikevin. Tê ji bo hemû çîtên meskên wiha bikî.
Tê ji bo meskên çîtan wisa çêkî. Tê ji bo başûrê wî bîst çîtan çêkî.
Tê çil binikên zîv çêkî ku di bin her çîtê de bin. Wê ji bo herdu çîtan, du bizmik hebin.
Wê li aliyê duyemîn ê meskên ê ku li bakur dinêre bîst çîtan,
tevî çil binikên zîvîn ên wan hebin. Wê ji bo herdu çîtan, du binik hebin.
Tê ji bo aliyê paşîn ê meskên ê ku li rojava dinêre, şeş çîtan çêkî.
Tê li aliyê paşîn du çîtan çêkî ku kujên meskên bin.
Wê binê van çîtên ku bibin kuj cuda bimîne û ser wan bi xeleka pêşî bi hev ve bê danîn. Wê herdu çîtên dibin kuj, wisa bin.
Bi vî awayî, wê heşt çît tevî binikên zîvîn ên wan hebin. Wê di bin her çîtê de du binik hebin ku dikin şanzdeh binik.
“Tê ji dara aqasyayê girşan çêkî. Tê ji bo çîtên aliyekî meskên pênc girş,
ji bo çîtên aliyê din ê meskên pênc girşan û ji bo çîtên aliyê paşîn ê meskên ê ku li rojava dinêre, pênc girşan çêkî.
Wê girşa navîn ê ku di nava çîtan de ye, ji aliyekî bigihîje aliyê din.
Tê çîtan bi zêr kiras bikî û xelekên ku girş tê re derbas dibin ji zêr çêkî. Tê girşan jî bi zêr kiras bikî.
“Li gorî pergala ku li serê çiyê bi te hat nîşandan, tê meskên ava bikî.
“Tê perdeyekê ji tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik honandî çêkî. Wê ser wê xerûb bi hosteyî bên xemilandin.
Tê wê deynî ser çar stûnên dara aqasyayê ku bi zêr hatine kiraskirin. Wê çengelên wan ên zêrîn hebin. Wê li ser çar binikên zîv bên danîn.
Tê perdeyê li biniya qopçeyan daleqînî û Sindoqa Şahidiyê deynî pişt wê. Wê perde Cihê Pîroz û Cihê Herî Pîroz ji hev veqetîne.
Tê derxûn, deynî ser Sindoqa Şahidiyê ya ku li Cihê Herî Pîroz e.
Tê maseyê deynî aliyê din ê perdeyê û şamdankê deynî pêşberî wê, aliyê meskên ê ku li bakur dinêre. Wê mase li aliyê başûr bimîne.
“Tê ji bo deriyê kon, ji tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik honandî, perdeyeke binexş çêkî.
Ji bo daleqandina perdeyê, tê ji dara aqasyayê pênc stûnan çêkî û bi zêr kiras bikî. Wê çengelên wê jî, ji zêr bin. Tê ji bo stûnan ji tûnc pênc binikan birijînî.”
“Tê gorîgehê ji dara aqasyayê çargoşe çêkî. Wê dirêjî û berfirehiya wê pênc gaz, bilindahiya wê sê gaz be.
Tê li ser her çar kujên jorîn qiloçan çêkî. Wê qiloç pê ve yek perçe bin. Tê wê bi tûnc kiras bikî.
Ji bo gorîgehê, sîtilên xwelî avêtinê, bêr, tasik, sêgoyên goşt û tepsikan çêkî. Tê hemû taximên wê ji tûnc çêkî.
Tê ji bo wê seradekê tûncîn çêkî. Tê xeleka tûnc çêkî ku li her çar kujên wê be.
Tê wê deynî jêr, bin keviya gorîgehê. Wê ber bi jêr ve bigihîje nîvê gorîgehê.
Tê ji bo gorîgehê ji dara aqasyayê destiyan çêkî û bi tûnc kiras bikî.
Wê destî li xelekan bên xistin ku gava gorîgeh bê hilgirtin, li herdu kêlekan bin.
Tê gorîgehê ji textikan çêkî ku hundirê wê vala be. Wê bi awayê ku li çiyê nîşanê te dan, bê çêkirin.
“Tê hewşa meskên çêkî. Wê perdeyên hewşê yên li aliyê başûr, ji kitanê tenik honandî bin û dirêjahiya wan sed gaz be.
Wê bîst stûn û binikên wan ên perdeyan ji tûnc bin. Wê çengelên stûnan û bistên wan ji zîv bin.
Herwiha ji bo aliyê bakur, wê perdeyên dirêjahiya sed gaz hebin. Wê bîst stûn û bîst binikên wan ji tûnc, çengelên stûnan û bistên wan ji zîv bin.
“Wê li aliyê rojavayê hewşê perde hebin ku dirêjahiya wê pêncî gaz e. Wê deh stûn û deh binik jî hebin.
Wê berfirehiya aliyê hewşê yê ku li rojhilat dinêre pêncî gaz be.
Wê li aliyekî deriyê hewşê perdeyeke panzdeh gaz, sê stûn û sê binik hebin.
Wê li aliyê din jî perdeyeke panzdeh gaz, sê stûn û sê binik hebin.
“Ji bo deriyê hewşê, wê perdeyeke binexş ya dirêjahiya bîst gazî û ji kitanê tenik honandî û tayên sor, binevşî û şînê tarî hatiye çêkirin hebe. Wê çar stûn û çar binikên wê hebin.
Hemû stûnên li dora hewşê wê bi çemberên zîv bên pêçan. Wê çengelên wan ji zîv, binikên wan ji tûnc bin.
Wê dirêjahiya hewşê sed gaz, berfirehiya wê ji her aliyî ve pêncî gaz û bilindahiya wê pênc gaz be. Wê perde ji kitanê tenik honandî bin, binik ji tûnc bin.
Wê hemû taximên ji bo hemû xizmetên meskên, tevî hemû singên meskên û hewşê wê ji tûnc bin.
“Tê li gelê Îsraêl emir bikî, bila zeyta xas a ji zeytûnên karê destan ji te re bînin ku ronahiya qendîlê hergav pêxistî bimîne.
Wê Harûn û kurên xwe ji êvarê heta serê sibê, li hizûra Xudan qendîlê pêxistî bihêlin ku li Konê Hevdîtinê, li derveyî perdeya li ber Sindoqa Şahidiyê. Wê ev ji bo hemû nifşên gelê Îsraêl, qanûneke herheyî be.”
“Ji bo ku ji min re kahintiyê bikin, tu ji nav gelê Îsraêl kekê xwe Harûn û kurên wî Nadav, Avîhû, Êlezar û Îtamar bîne ba xwe.
Ji bo berzî û rûmetê, tê ji Harûnê kekê xwe re kincên pîroz çêkî.
Tê ji wan hemû kesên ku min jêhatîbûn daye wan re bêjî ku ji Harûn re kincan çêkin ku wî bi kahintiya min pîroz bikin.
Kincên ku wê çêkin ev in: Bersing, êfod, xiftan, mîntanê binexş, şaşik û şûtik. Ji bo ku ji min re kahintiyê bikin wê ji kekê te Harûn û kurên wî re van kincên pîroz çêkin.
Wê ji bo vî karî, şeridên zêrkirî, tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik bi kar bînin.
“Wê êfodê bi şeridên zêrkirî, tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik honandî bi hosteyî çêkin.
Wê di du kujên wî de cihê du sermilan hebe ku bi hev ve bê danîn.
Wê şerîda bi hosteyî ya li ser êfodê, ji heman hosteyî û tiştan bê çêkirin. Wê wekî perçeyekî êfodê, bi şeridên zêrkirî, tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik honandî bê çêkirin.
Tê du kevirên onîks hilînî û li ser wan navên kurên Îsraêl,
li gorî bûyîna wan, navên şeş heban li ser yekî, navên şeşên din jî li ser yê din binivîsî.
Tê wan herdu keviran, bi karê kevirkol, wekî mora kolayî navên kurên Îsraêl bikolî û wan deynî nav malikên zêrîn.
Tê herdu keviran, ji bo kurên Îsraêl wekî kevirên bîranînê deynî ser sermilên êfodê. Wê Harûn navên wan, li hizûra Xudan li ser herdu sermilên xwe hilgire.
Tê malikên zêr çêkî.
Tê ji zêrê xas zincîrên badayî çêkî û deynî ser malikan.
“Tê bi karê hosteyî bersingekî biryarê çêkî. Tê wê jî wekî êfodê bi şeridên zêrkirî, tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik honandî çêkî.
Wê çargoşe û du qat be. Wê dirêjahiya wê bostek, berfirehiya wê jî bostek be.
Tê li ser wê çar rêzên kevirîn deynî. Wê di rêza pêşî de aqût, topaz, zimrûd,
di rêza diduyan de eqîqê binevşî, lapîs û eqîqê spî,
di rêza sisêyan de eqîqê ezmanî, egad û ametîst
û di rêza çaran de fîrûze, onîks û yêşîm hebin. Wê kevir di malikên zêrîn de bên bicihkirin.
Wê duwanzdeh kevir hebin ku li ser wan navên kurên Îsraêl hene. Wê li ser her kevirî, wekî mor yek bi yek navê duwanzdeh eşîran hebe.
“Tê ji bo bersing ji zêrê xas zincîrên badayî çêkî.
Tê ji bo wî du xelekên zêrîn çêkî û herdu xelekan deynî ser du kujên bersing.
Tê du zincîrên zêr bi xelekên kujên bersing ve bixî.
Tê herdu serên zincîrên din di ser du malikan re derbas bikî û li pêşiya êfodê bi ser sermilan ve girê bidî.
Tê du xelekên zêrîn ên din çêkî û li biniya herdu kujên bersing, li pêşiya êfodê, bi kujê hundir ve bixî.
Tê du xelekên zêrîn ên din çêkî. Wan li aliyê pêşî yê êfodê, di binê herdu sermilan de, nêzîkî dera ku êfod digihîjê deynî ser şerîda ku bi hosteyî hatiye honandin.
Tê xelekên bersing û êfodê bi şehbenê şînê tarî bi hev ve girê bidî. Wê bersing, li ser şerîda êfodê ya ku bi hosteyî hatiye honandin bimîne û ji êfodê neqete.
“Gava Harûn dikeve Cihê Pîroz, wê navên kurên Îsraêl li ser dilê xwe hilgire ku li ser bersingê biryarê nivîsandiye. Bi vî awayî ez Xudan, ezê gelê xwe hergav bi bîr bînim.
Tê Ûrîm û Tûmmîm î bixî hundirê bersingê biryarê û gava Harûn were hizûra Xudan, wê li ser dilê wî bin. Wê Harûn li hizûra Xudan biryara kurên Îsraêl li ser singê xwe hilgire.
“Tê xiftanê di bin êfodê de bi tevahî ji tayê şînê tarî çêkî.
Wê ji bo serî tê re derbas be, dora wê vekirî bê hiştin. Ji bo ku neqete, tê dora wê mîna berstûk veçinî û bidirûyî.
Tê li dawa xiftên ji tayên sor, binevşî û şînê tarî, motîvên hinarokan çêkî û zengilokên zêrîn li navbera wan li dora wî bi cih bikî.
Wê dora dawa xiftên, bi awayê hinarokek û zengilokê zêr, hinarokek û zengilokê zêr bê çeperkirin.
Gava Harûn xizmetê dike wê vî xiftanî li xwe bike. Gava dikeve Cihê Herî Pîroz, hizûra Xudan û dertê, ji bo ku ew nemire wê dengê zengilokan bê bihîstin.
“Tê ji zêrê xas berenîkekê çêkî û çawa ku morekî li ser wê dikolî, li serê ‘Ji Xudan re veqetandî ye’ binivîsî.
Tê wê bi şehbenekî şînê tarî girê bidî. Wê li pêşiya şaşikê be.
Wê li ser eniya Harûn be. Gava gelê Îsraêl pêşkêşiyên xwe yên pîroz tîne, heke sûc kiribe, wê Harûn vî sûcî hilde ser xwe. Ji bo ew li hizûra Xudan bê qebûlkirin, wê ev berenîk hergav li ser eniya Harûn be.
“Tê ji kitanê tenik mîntan bihonî û ji kitanê tenik şaşikê çêkî. Şûtikeke binexş jî çêkî.
“Tê ji bo kurên Harûn mîntan, şûtik û kumên berzî û rûmetê çêkî.
Tê van kincan li Harûnê kekê xwe û li kurên wî bikî, rûn û tayîn bikî. Ji bo ku ji min re kahintiyê bikin tê wan pîroz bikî.
“Ji bo ku ew derên xwe yên edebê binixêmin, tê ji wan re derpiyên kitanî çêkî. Wê ji piştê heta ser çokê bin.
Gava Harûn û kurên xwe dikevin Konê Hevdîtinê yan jî, ji bo li Cihê Pîroz xizmetê bikin nêzîkî gorîgehê dibin, ji bo ku sûc nekin û nemirin, wê van derpiyan li xwe bikin. Wê ev ji bo Harûn û ziriyeta wî qanûneke herheyî be.”
“Ji bo ku Harûn û kurên wî ji min re kahintiyê bikin, divê pîroz bin. Li ser vê yekê, tê van tiştan ji wan re bikî. Conegayek û du beranên bêqisûr hilde.
Tê ji arvanê genimê hûr nanê şikeva, kadeyê şikeva yê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin û nanê sêlê yê şikeva ku zeyt li ser hatiye kirin çêkî.
Wan bixe hundirê selikekê û bi conega û herdu beranan re bîne.
Tê Harûn û kurên wî bînî ber deriyê Konê Hevdîtinê û wan bişoyî.
Tê kincan hilînî û mîntan, xiftanê êfodê, êfod û bersing li Harûn bikî. Tê şerîda êfodê ya ku bi hosteyî hatiye honandin girê bidî.
Tê şaşikê bidî serê wî û taca pîroz deynî ser şaşikê.
Paşê tê rûnê kifşkirinê hilînî, bi serê wî de birijînî û wî rûn bikî.
“Tê kurên Harûn jî bînî û mîntanan li wan bikî.
Tê şûtikên li pişta wan girê bidî û kuman bidî serê wan. Wê kahintî bi qanûneke herheyî bibe ya wan û bi vî awayî tê Harûn û kurên wî tayîn bikî.
“Tê conegê bînî ber Konê Hevdîtinê. Wê Harûn û kurên wî destê xwe deynin ser serê conegê.
Tê conegayê li hizûra Xudan, li ber deriyê Konê Hevdîtinê serjê bikî.
Tê xwîna conegê hildî û bi tiliya xwe li qiloçên gorîgehê bixî. Tê hemû xwîna mayî birijînî erdê gorîgehê.
Tê tevahiya bezê ûr û roviyan, perdeya kezebê, herdu gurçik û bezê ser wan li ser gorîgehê bişewitînî.
Tê goşt, eyar û rêxa conegê li derveyê artêşgehê bişewitînî. Ev pêşkêşiya paqijiyê ye.
“Tê beranekî bînî û wê Harûn û kurên xwe destê xwe deynin ser serê berên.
Tê berên serjê bikî û xwîna wî hildî û bi her aliyê gorîgehê ve bireşînî.
Tê berên perçe bikî, ûr û rovî û pepikên wî bişoyî û deynî ber serî û perçeyên din.
Piştre tê tevahiya berên li ser gorîgehê bişewitînî. Ev qurbana şewitandinê ya ji bo Xudan e. Ev bêhna xweş û pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan e.
“Tê beranê din hildî. Wê Harûn û kurên wî destê xwe deynin ser serê berên.
Tê berên serjê bikî û hinekî xwîna wî li nermikên guhên rastê yên Harûn û kurên wî û li tiliyên mezin ên dest û lingên rastê yên wan bidî. Tê hemû xwîna mayî bi her aliyên gorîgehê ve bireşînî.
Tê ji xwîna ser gorîgehê û rûnê kifşkirinê hilînî, bi ser Harûn, kincên wî, kurên wî û bi ser kincên wan ve bireşîne. Bi vî awayî wê Harûn, kurên wî û kincên wan pîroz bibin.
“Tê bezê berên, dûvê bibez yê wî, bezê ûr û roviyên wî, perdeya kezebê, herdu gurçik, bezê ser gurçikan û hêta rastê hilînî. Çimkî ev beranê tayînkirinê ye.
Tê ji selika nanê şikeva yê ku li hizûra Xudan e nanekî, kadeyê bi rûn û nanê sêlê hildî,
hemûyan bidî kulmên Harûn û kurên wî. Tê wan li hizûra Xudan wekî pêşkêşiya raberkirinê bihejînî.
Tê wan ji kulmên wan bistînî û li ser gorîgehê, ser qurbana şewitandina bêhna xweşa ku ya li hizûra Xudan e, bişewitînî. Ev pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan e.
“Tê singê beranê ku ji bo tayînkirina Harûn hatiye veqetandin hilînî. Tê li hizûra Xudan wekî pêşkêşiya raberkirinê bihejînî. Wê ew sing bibe para te.
Tê singê pêşkêşiya raberkirinê û hêta wî ya pêşkêşkirinê yên beranê tayînkirina Harûn û kurên wî hat serjêkirin, pîroz bikî.
Wê ev tişt ji bo Harûn û kurên wî wekî qanûneke herheyî bên parvekirin. Wê ji qurbanên aştiyê bin. Ev pêşkêşiya gelê Îsraêl ya ji Xudan re ne.
“Wê kincên Harûn ên pîroz, piştî wî ji kurên wî re bimînin. Gava têne rûnkirin û tayînkirin wê van cilan li xwe bikin.
Kurê Harûnê ku wê di şûna wî de bibe kahin, gava dikeve Konê Hevdîtinê ku li Cihê Pîroz xizmetê bike wê heft rojan van kincan li xwe bike.
“Tê beranê tayînkirinê hilînî û goştê wî li dereke pîroz bikelînî.
Wê Harûn û kurên xwe goştê berên û nanê ku di selikê de ye, li ber deriyê Konê Hevdîtinê bixwin.
Wê vê xwarina paqijî û kefaretê bixwin ku ji bo tayîn û pîrozkirina wan e. Wê kesên din nexwin, çimkî pîroz e.
Heke ji goştê ji bo tayînkirinê û ji nên bimîne sibê, tê yê mayî bişewitînî. Wê neyê xwarin, çimkî pîroz e.
“Tê her tiştê min ji bo Harûn û kurên wî li te emir kir bikî. Wê tayîna wan heft rojan bajo.
Ji bo paqijî û kefaretê, tê her roj wekî pêşkêşiya paqijiyê conegayekî pêşkêş bikî. Ji bo paqijkirina gorîgehê tê pêşkêşiya paqijiyê bidî û ji bo pîrozkirina wê jî tê rûn bikî.
Tê heft rojan paqijî û kefareta gorîgehê bikî. Tê gorîgehê pîroz bikî û wê bi zêdebarî pîroz bibe. Her tiştê bi gorîgehê bibe, divê pîroz bibe.
“Tiştên tê li ser gorîgehê pêşkêş bikî ev in. Tê her roj du berxên nêr ên yeksalî pêşkêş bikî.
Tê berxekî serê sibê, yê din jî ber êvarê pêşkêş bikî.
Tê bi berxê yekemîn re, ji dehyeka efaya arvanê hûr ê bi çarîkeke hîna rûnê xas ê zeyta perçiqandî hevîrkirî û wekî pêşkêşiya rijandinê, ji çaran yek hîn şerab pêşkêş bikî.
Tê berxê din ê ku ber êvarê pêşkêş bikî, tê wekî yê serê sibê, pêşkêşiya dexlê û pêşkêşiya rijandinê pêşkêş bikî ku bêhna xweş bide. Wê pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan e.
“Wê ev, di nav nifşên we de qurbana şewitandina hergavî be. Wê li ber deriyê Konê Hevdîtinê, li hizûra min ku em li wir hev bibînin û bi te re bipeyivim, bê pêşkêşkirin.
Ezê li wir bi gelê Îsraêl re hevdîtinê bikim. Wê bi rûmeta min pîroz bibe.
“Ezê Konê Hevdîtinê û gorîgehê pîroz bikim. Ezê Harûn û kurên wî jî pîroz bikim ku ji min re kahintiyê bikin.
Ezê di nav gelê Îsraêl de bi cih dibim û bibim Xwedayê wan.
Wê bizanin ku ez Xudan Xwedayê wan im û min ew ji welatê Misrê deranîn ku ez di nav wan de bi cih bim. Xudan Xwedayê wan ez im.”
“Tê ji bo şewitandina bixûrê gorîgehek çêkî. Tê wê ji dara aqasyayê
û çargoşe çêkî. Dirêjahî û berfirehiya wê gazek, bilindahiya wê jî du gaz be. Qiloçên wê ji wê bin.
Tê ser wê, her aliyê wê û qiloçên wê bi zêrê xas kiras bikî. Tê ji bo dora wê toqeke zêrîn çêkî.
Tê li herdu kêlekên wê, li bin toqa wê du xelekên zêrîn çêkî. Wê ji bo derbaskirina destiyên hilgirtina gorîgehê bin.
Tê van destiyan ji dara aqasyayê çêkî û bi zêr kiras bikî.
Tê gorîgehê deynî pêş perdeya ku li kêleka Sindoqa Şahidiyê ye, pêş derxûn, wê dera ku ezê lê te bibînim.
“Wê Harûn li ser gorîgehê bixûra bêhnxweş pêxe. Her sibe gava li qendîlan binêre, wê pê bixe.
Ber êvarê jî gava qendîlan amade bike, wê dîsa bixûrê pê bixe. Bi vî awayî wê di nav nifşên we de, li hizûra Xudan her û her bixûr were pêxistin.
Hûnê li ser gorîgehê bixûreke din, qurbana şewitandinê yan pêşkêşiya dexlê pêşkêş nekin û pêşkêşiya rijandinê nerijînin.
Wê Harûn salê carekê paqijî û kefareta qiloçên gorîgehê bike. Wê Harûn û ziriyeta wî, di nav nifşên we de salê carekê, bi xwîna pêşkêşiya paqijiyê ku hatiye pêşkêşkirin, gorîgehê paqij bikin. Ev ji Xudan re bi zêdebarî pîroz e.”
Xudan ji Mûsa re got:
“Gava te hejmara gelê Îsraêl hejmart, wê herkes ji bo canê xwe berdêlê bide Xudan ku gava hejmartinê bela neyê serê wan.
Her kesê ku hatiye hejmartin, wê wekî pêşkêşî, li gorî nîv şekelê Pîrozgehê bide min –şekelê Pîrozgehê bîst gera ye.
Her kesê bijartî yê ku bîst salî û mezintir e, wê pêşkêşî bide min.
Gava we wekî kefareta canê xwe ev pêşkêşî da Xudan, wê dewlemend ji şekelekî zêdetir, belengaz ji şekelekî kêmtir nede.
Tê ji gelê Îsraêl pereyê kefaretê bidî hev û di xizmeta Konê Hevdîtinê de bixebitînî. Wê ev wekî kefareta canê we, gelê Îsraêl li ber Xudan bi bîr bîne.”
Xudan ji Mûsa re got:
“Ji bo xweşûştinê teşteke tûncîn çêke, bila lingên wê jî, ji tûnc bin. Tê wê deynî navbera Konê Hevdîtinê û gorîgehê û bi avê dagirî.
Wê Harûn û kurên wî dest û lingên xwe li wê derê bişon.
Çaxê ew ketin Konê Hevdîtinê yan jî gava pêşkêşiya şewitandinê pêşkêşî Xudan dikin û ji bo perizînê nêzîkî gorîgehê dibin, ji bo ku nemirin divê xwe bi avê bişon.
Ji bo ku nemirin, wê dest û lingên xwe bişon. Wê ev yek ji bo Harûn û ziriyeta wî, di nav nifşên wan de qanûneke herheyî be.”
Xudan ji Mûsa re got:
“Tu van biharatên hêja bistîne: 500 şekel rûnê mûr, nîvê wê, yanê 250 şekel darçîna bêhnxweş û ewqas jî qamîşê bêhnxweş,
li gorî şekelê Pîrozgehê 500 şekel xiyarşembe û hînek zeytê bikire.
Tê bi hosteyî ji van rûnê pîroz ê bêhnxweş çêkî. Wê bibe rûnê pîroz.
Tê bi vî rûnî Konê Hevdîtinê, Sindoqa Şahidiyê,
mase û hemû taximên wê, şamdank û taximên wê, gorîgeha bixûrê,
gorîgeha qurbana şewitandinê û taximên wê, teşta wê tevî lingên wê rûn bikî.
Tê wan pîroz bikî ku wê bi zêdebarî pîroz bibin. Her tiştê ku bi wan bibe, wê pîroz bibe.
“Ji bo ku ji min re kahintiyê bikin, tê Harûn û kurên wî rûn bikî û wan pîroz bikî.
Tê ji gelê Îsraêl re bibêjî: ‘Wê ev rûnê kifşkirinê yê pîroz, di nav nifşên we de tenê ji bo min bê xebitandin.
Wê bi ser bedena mirov de neyê rijandin. Tê bi awayê hatiye çêkirin, ji wê tu rûn çênekî. Ew pîroz e û wê ji bo we pîroz be.
Kesê ku rûnekî wekî wê çêke û bi ser yekî ku ne kahin e de birijîne, wê ji nav gelê xwe bê avêtin.’”
Xudan ji Mûsa re got: “Tu ji bo xwe biharatên bêhnxweş –guniya reş, onîka, kasnî û guniya xas– hilde. Wê pîvana hemûyan yek be.
Tê bi hosteyî ji vana bixûrek bêhnxweş çêkî. Wê bi xwê be xas û pîroz be.
Tê hinekî ji wê biperçiqînî û bikî hûr û hela, li Konê Hevdîtinê, deyne pêş Sindoqa Şahidiyê, dera ku ezê te bibînim. Wê ev ji bo we bi zêdebarî pîroz be.
Wekî wê bixûra ku te çêkiriye, tê ji bo xwe bixûrê çênekî. Li gorî te wê ev ji Xudan re pîroz be.
Kî ji bo bêhnkirinê bixûrek wisa çêke, wê ji nav gelê xwe bê avêtin.”
Xudan ji Mûsa re got:
“Binêre, min bi navê wî gazî Besalêlê kurê Ûrîyê kurê Hûrê ku ji eşîra Cihûda ye kir.
Min ew bi ruhê xwe, bi şehrezayî, fêmdarî, zanîn û bi her cure hostetiyê tije kir
ku ew li karên bi hosteyî bifikire, şikil bide zêr, zîv û tûncê
û di karên birîn û pêvekirina keviran, necarî û her cure hostiyê de bixebite.
Herwiha min Oholîavê kurê Ahîsamakê ku ji eşîra Dan e da kêleka wî. Ji bo karên ku min li te emir kirine pêk bînin, min şehrezayî da hemû kesên jêhatî.
Ji bo ku ew Konê Hevdîtinê, Sindoqa Şahidiyê, derxûnê li ser wê, hemû taximên kon,
mase û taximên wê, şamdanka zêrê xas û hemû taximên wê, gorîgeha bixûrê,
gorîgeha qurbana şewitandinê û hemû taximên wê, teşta wê tevî lingê wê,
kincên tenik honandî, kincên pîroz ê Harûnê Kahin û kincên kurên wî,
rûnê kifşkirinê û bixûra bêhnxweş a ji bo Cihê Pîroz, bi awayê ku min li te emir kiriye, çêkin.”
Xudan ji Mûsa re got:
“Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Hûnê rojên min ên Septê bi rastî jî bigirin, çimkî ew nîşanek wisa ye ku wê di navbera min û we de di nav nifşên we de bajo. Bi vî awayî hûnê bizanibin Xudanê ku we pîroz dike ez im.
“‘Ji ber vê yekê hûnê Septê bigirin, çimkî ew ji bo we pîroz e. Kesê ku wê mirdar bike divê esse bê kuştin. Wê rojê kî bixebite, wê ji nav gelê xwe bê avêtin.
Wê şeş rojan kar bê kirin, lê roja heftan roja bêhnvedanê Sept e. Ev roj ji Xudan re pîroz e. Her kî ku Roja Septê bixebite divê esse bê kuştin.
Loma divê gelê Îsraêl Septê bigire. Divê ew wekî peymaneke herheyî di nav nifşên xwe de Roja Septê pîroz bikin.
Ew di navbera min û gelê Îsraêl de nîşanek herheyî ye. Çimkî Xudan erd û ezman di şeş rojan de çêkir û di roja heftan de xwe rihet kir, bêhna xwe veda.’”
Gava Xwedê li Çiyayê Sînayê gotinên xwe bi Mûsa re xilas kirin, wî du lewheyên kevirîn ên şahidiyê ku Xwedê bi tiliya xwe li ser wan nivîsîbûn dan wî.
Gava gel dît ku Mûsa ji daketina çiyê bi derengî ket, ew li ba Harûn civiyan. Wan jê re got: “Rabe, îlahekî çêke ku li pêşiya me be. Çimkî em nizanin çi hat serê zilamê ku em ji welatê Misrê deranîn.”
Harûn ji wan re got: “Guharên zêrîn ên ku di guhê jinên we, lawên we û keçên we de ne derxin û wan ji min re bînin.”
Tevahiya gel rabû hemû guharên zêrîn ên di guhên xwe de derxistin û ew anîn ba Harûn.
Harûn zêr ji wan standin, bi amûra qewirandinê şikil dayê û jê golikekî rijandî çêkir. Wî çaxî gel got: “Ya gelê Îsraêl, îlahê te yê ku tu ji welatê Misrê deranî ev e.”
Çaxê Harûn ev dît, wî li pêş golikê gorîgehek çêkir, gazî kir û got: “Sibê ji bo Xudan cejn e.”
Dotira rojê ew zû rabûn, qurbanên şewitandinê pêşkêş kirin û pêşkêşiyên aştiyê anîn. Gel rûnişt, xwar û vexwar. Paşê rabû da lotikan û bi hev lîstin.
Xudan ji Mûsa re got: “Rabe berjêr be! Gelê te yê ku te ji welatê Misrê deranî xera bû.
Ew zû ji riya min li wan emir kir averê bûn. Wan ji bo xwe golikekî rijandî çêkir, perizînê û jê re qurban dan. Wan got: ‘Ya gelê Îsraêl, îlahê te yê ku tu ji welatê Misrê deranî ev e.’”
Xudan ji Mûsa re got: “Min ev gel dît, ev miletekî serhişk e.
Niha bihêle, bila hêrsa min li dijî wan rabe ku ez wan biqedînim. Paşê ezê te bikim miletekî mezin.”
Lê Mûsa ji Xwedê lava kir û got: “Ya Xudan, wê çima hêrsa te li dijî gelê te rabe? Te ew ji welatê Misrê bi hêza xwe ya mezin û bi destê xwe yê hêzdar deranî.
Wê çima Misrî bêjin: ‘Xwedê ji bo xerabiyê, ji bo ku wan li çiyan bikuje û wan ji ser rûyê erdê tune bike ew ji Misrê deranî’? Ji hêrsa xwe vegere. Fikra xwe biguhere û wê xerabiyê bi gelê xwe neke.
Xulamên xwe Îbrahîm, Îshaq û Îsraêl bi bîr bîne. Te ji wan re bi navê xwe sond xwar û got: ‘Ezê ziriyeta we bi qasî stêrên ezmanan zêde bikim. Ezê tevahiya vî welatê ku min soz dabû bidim ziriyeta we. Wê bibe mîrasa wan a herheyî.’”
Bi vî awayî Xudan fikra xwe guhert û xerabiya ku gotibû, bi gelê xwe nekir.
Mûsa zivirî, di destan de du lewheyên peymanê ku emir li ser nivîsandî bûn, ji çiyê berjêr bû. Herdu aliyên lewheyan jî nivîsandî bûn.
Lewhe karê Xwedê bûn, nivîsa qewirandî ya li ser lewheyan a Xwedê bû.
Gava Yêşû qîrîna gel bihîst, ji Mûsa re got: “Dengê şer ji artêşgehê tê!”
Lê Mûsa got: “Ev ne dengê serketiyan e, Ne jî dengê têkçûyiyan e. Ez dengê stranan dibihîzim.”
Gava Mûsa nêzîkî artêşgehê bû, golik û kesên direqisin dîtin, hêrsa wî rabû. Lewheyên di destên xwe de avêtin û ew li qûntara çiyê xistin û şikandin.
Wî golikê ku wan çêkiriye hilda, şewitand û heta bû toz perçiqand. Wî ev toz bi ser avê de reşand û bi gelê Îsraêl da vexwarin.
Mûsa ji Harûn re got: “Vî gelî çi bi te kir ku te ev gunehê mezin bi serê wan de anî?”
Harûn got: “Hêrs nebe xweyê min, tu dizanî meyla gel li ser xerabiyê heye.
Çimkî wan ji min re got: ‘Rabe, îlahekî çêke ku li pêşiya me be. Çimkî em nizanin çi hat serê zilamê ku em ji welatê Misrê deranîn.’
Min jî, ji wan re got: ‘Bi kê re zêr hebe, bila derxe û bîne min.’ Wan zêr dan min, min ew avêt nav êgir û ev golik derket!”
Mûsa dît ku gel serberdayî bûye. Çimkî Harûn ew serberdayî hiştibûn û bi vî awayî ew bûbû sedema pêkenînê dijminên xwe.
Mûsa li dergehê artêşgehê sekinî û got: “Kesên li alî Xudan in bila werin ba min.” Li ser vê yekê tevahiya Lêwiyiyan li ba wî kom bûn.
Wî ji wan re got: “Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Bila herkes şûrê xwe li pişta xwe girê bide, li artêşgehê ji deriyekî here ber deriyê din, birayê xwe, hevalê xwe û cîranê xwe bikuje.’”
Lêwiyiyan bi awayê ku Mûsa ji wan re got kirin û wê rojê ji gel bi qasî sê hezar kes hatin kuştin.
Mûsa got: “Îro, ji bo ku pîroziyê bide we, xwe ji Xudan re veqetînin. Çimkî herkes li dijî kurê xwe û birayê xwe rabû.”
Dotira rojê Mûsa ji gel re got: “We sûcek mezin kir. Niha ezê herim hizûra Xudan, ji bo gunehên we navbeynkarî û kefaretê bikim.”
Mûsa çû hizûra Xudan û jê re got: “Heyf! Vî gelî gunehekî mezin kir. Wan ji xwe re pûtekî zêrîn çêkir.
Lava dikim gunehê wan bibexişîne yan na navê min ji wê nivîsa ku te nivîsiye, derxe.”
Xudan ji Mûsa re got: “Her kî ku li dijî min guneh kiribe, ezê navê wî ji nivîsa xwe derxim.
Rabe here gel bibe cihê min ji te re got. Wê milyaketê min jî bide pêşiya te. Roja cezakirinê, ezê wan ji ber gunehên wan ceza bikim.”
Xudan gel ceza kir, çimkî wan bi Harûn golik dabû çêkirin.
Xudan ji Mûsa re got: “Rabe ji vî cihî derkeve. Tu û gelê ku te ji welatê Misrê deraniye, herin welatê ku min ji Îbrahîm, Îshaq û Aqûb re sond xwar û got: ‘Ezê wê derê bidim ziriyeta te.’
Ezê milyaketekî li pêş te bişînim û Kenanî, Amorî, Hîtîtî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyan biqewitînim.
Herin welatê ku şîr û hingiv jê diherike. Lê ezê bi we re neyêm ku di rê de we tune nekim. Çimkî hûn miletekî serhişk in.”
Gava gel ev xeber stand, dest bi şînê kir û tu kesî xemla xwe girê neda.
Xudan ji Mûsa re got: “Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Hûn miletekî serhişk in. Heke ez demeke kurt di nav we de bimînim, ezê we tune bikim. Niha xemlên xwe yên girêdayî vekin ku ez bizanim ezê çi bi we bikim.’”
Ji roja derketina Çiyayê Horêvê û pêve, gelê Îsraêl xemlên xwe derxistin.
Mûsa konek hildida, ew li derve, ji artêşgehê hinekî dûr vedida. Navê wir danî “Konê Hevdîtinê.” Kesê bixwesta bi Xudan bişêwiriya, diçû konê hevdîtinê yê li derveyî artêşgehê.
Her gava Mûsa diçû kon, hemû gel radibû û heta ku Mûsa diket hundirê kon, herkes li ber deriyê konê xwe disekinî û dêhna xwe didanê.
Gava Mûsa diket hundirê kon, stûna ewran dadiket, li ber deriyê kon disekinî û Xudan bi Mûsa re dipeyivî.
Hemû kesî stûna ewran a ku li ber deriyê kon disekinî didît, radibû û li ber konê xwe diperizî.
Xudan bi Mûsa re, wekî zilamekî ku bi hevalê xwe re dipeyive, dipeyivî. Piştre Mûsa dizivirî artêşgehê. Lê Yêşûyê kurê Nûn ê zilamê xort ê xizmetkarê wî, ji kon dernediket.
Mûsa ji Xudan re got: “Tu ji min re dibêjî ku gel derîne, lê te ji min re negot ku tê kê bi min re bişînî. Te ji bo min got: ‘Ez te bi navê te dinasim û dilê min bi te xweş e.’
Heke tu bi min xweş be, ji kerema xwe riyên xwe nîşanî min bide ku ez te çêtir nas bikim û dilê te bi min xweş be. Herwiha ji bîr neke, ev milet gelê te ye.”
Xudan got: “Wê hizûra min bi te re here û ezê rihetiyê bidim te.”
Mûsa got: “Heke hizûra te neyê, me ji vir dernexe.
Çimkî, heta tu bi me re neyî wê çawa bê zanîn ku tu ji min û ji gelê xwe razî mayî? Bi vî awayî ez û gelê te, emê ji hemû miletên li ser rûyê erdê cudatir bin.”
Xudan ji Mûsa re got: “Ev tiştê tu dibêjî ezê bikim, çimkî ez ji te razî me û ez te bi navê te nas dikim.”
Mûsa got: “Lava dikim rûmeta xwe nîşanî min bide.”
Xudan got: “Ezê hemû qenciya xwe di ber te re derbas bikim, ezê navê xwe, navê Xudan li pêş te eşkere bikim. Zilamê ku ez jê re dilovaniyê dikim ezê dilovan bim, yê ku ez li ber dikevim ezê li ber bikevim.
Lê tu nikarî rûyê min bibînî, çimkî kesê rûyê min bibîne nikare bijî.
Va ye li ba min cihek heye, tê li ser zinêr rûnî.
Gava rûmeta min derbas be, ezê te bixim qelîştoka zinêr û heta ez derbas bim, ezê te bi destê xwe binixêmim.
Gava ez destê xwe rakim, tê pişta min bibînî, lê tê rûyê min nebînî.”
Xudan ji Mûsa re got: “Ji bo xwe, wekî yên pêşî du lewheyên kevirîn bibire. Gotinên li ser lewheyên pêşî bûn û te ew şikandin, ezê li ser wan binivîsim.
Şeveqê amade be û serê sibê hilkişe Çiyayê Sînayê û li ser serê çiyê, li ber min bisekine.
Wê tu kes bi te re hilnekişe ser çiyê û bila li tevahiya çiyê kes neyê dîtin û li qûntara çiyê pez û dewar neçêre.”
Mûsa wekî yên pêşî, du lewheyên kevirîn birîn û çawa ku Xudan lê emir kiribû serê sibê zû rabû hilkişiya ser Çiyayê Sînayê. Wî herdu lewhe da destê xwe û birin.
Xudan bi ewr re daket, li wir pê re ma û navê xwe, navê Xudan eşkere kir.
Xudan di ber wî re derbas bû û got: “Ez Xudan im, Xwedayê dilrehm û keremdar, zû hêrs nabe, dilsozî û dilovaniya wî zêde ye.
Ez dilovaniya xwe nîşanî hezaran didim. Guneh, xerabî û neheqiyê dibexişînim. Ez kesê sûcdar bêceza nahêlim û hesabê xerabiya bavan ji kuran, ji kurê kuran, ji nifşê sisêyan û çaran dipirsim.”
Mûsa zûka deverû çû erdê û perizî.
Wî got: “Ya Reb, heke dilê te bi min xweş be, ez hêvî dikim, kerem bike bi me re were. Çimkî ev miletekî serhişk e. Neheqî û gunehên me bibexişîne û me bike mîrasa xwe.”
Xudan got: “Niha ez peymanekê çêdikim. Ezê li pêş tevahiya gelê te karên nedîtî bikim ku li tevahiya dinyayê û di nav miletên din de karên wiha nehatibin kirin. Hemû gelê ku tu di nav de dijî wê karên Xudan bibîne. Çimkî karê ku ezê bi te re bikim gelek biheybet e.
Emrên ku îro ez li te dikim pêk bîne. Tê bibînî, ezê ji ber te Amorî, Kenanî, Hîtîtî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyan biqewitînim.
Miqate bin ku bi şêniyên welatê ku tê heriyê re peymanekê çêneke. Çimkî ev dikare ji bo te bibe dafik.
Hûnê gorîgehên wan hilweşînin, kevirbelên wan perçe bikin û pûtên wan ên Aşêrayê bibirin.
Çimkî tê neperizî îlahan. Ez Xudan im û navê min Xîret e. Xwedayekî xîretkêş im.
Tê bi şêniyên welatê ku tê heriyê re peymanekê çênekî. Çimkî gava ew diperizin pûtên xwe û ji bo wan qurban didin, wê gazî te jî bikin û tê herî bixwî.
Tê keçên wan ji kurên xwe re neyînî. Çimkî gava keçên wan biperizin pûtên xwe, wê bikin ku kurên te bêbextî bikin û bi wan re biperizin pûtên wan.
“Tê ji bo xwe pûtên rijandî çênekî.
“Tê Cejna Nanê Şikeva bikî. Çawa ku min li te emir kir, tê di rojên kifşkirî yên meha Avîvê de, heft rojan Cejna Nanê Şikeva pîroz bikî. Çimkî tu di meha Avîvê de ji Misrê derketî.
“Her nixurî yê min e. Çi dewar, çi pez, her nixuriyê te, yên min in.
Tê ji bo dehşikê pêşî pezekî fîdyeyê bidî. Heke tu fîdyeyê nedî, tê stûyê dehşikê bişikênî. Divê tu ji bo hemû nixuriyên xwe fîdyeyê bidî. “Bila tu kes destvala neyê hizûra min.
“Tê şeş rojan bixebitî, lê di roja heftan de bêhna xwe vedî. Tê di dema çandin û çinînê de jî bêhna xwe vedî.
“Tê di dema pêşî ya dirûtina genim de Cejna Hefteyan, di dawiya salê de Cejna Berhilanînê bikî.
Wê hemû mêrên te salê sê caran derkevin hizûra Xwedayê Îsraêl, Reb Xudan.
Çimkî ezê ji ber we miletan biqewitînim û sînorên te fireh bikim. Gava tu salê sê caran herî hizûra Xwedayê xwe Xudan, wê tu kes çav bernede welatê te.
“Tê xwîna qurbana min bi nanê bihevîrtirş serjê nekî. Wê qurbana Cejna Derbasbûnê nemîne serê sibê.
“Tê berê pêşî yê bijare yê axa xwe, bînî Mala Xwedayê xwe Xudan. “Tê karikê, li ber şîrê diya wî nekelînî.”
Xudan ji Mûsa re got: “Van peyvan binivîse. Çimkî min bi te re û bi Îsraêl re li gorî van peyvan peyman çêkir.”
Mûsa li wir çil şev û çil rojan bi Xudan re ma. Wî ne nan xwar û ne jî av vexwar. Wî li ser lewheyên gotinên peymanê deh emir nivîsî.
Mûsa di destê wî de du lewheyên peymanê ji Çiyayê Sînayê hat xwarê. Ji ber ku bi Xudan re peyivîbû rûyê wî dibiriqî. Lê haya wî ji vê tunebû.
Gava Harûn û tevahiya gelê Îsraêl rûyê Mûsa yê dibiriqî dîtin, ew tirsiyan ku nêzîkî wî bibin.
Mûsa gazî wan kir. Harûn û hemû serekên civaka Îsraêl lê vegeriyan û Mûsa bi wan re peyivî.
Hemû gelê Îsraêl nêzîk bû û Mûsa hemû tiştên ku Xudan li Çiyayê Sînayê jê re gotibûn li wan emir kir.
Piştî ku Mûsa gotinên xwe bi wan re xilas kirin, wî xêliyek danî ser rûyê xwe.
Lê gava Mûsa ji bo peyivînê diçû hizûra Xudan, heta ji hizûra wî vediqetiya, xêliya li ser rûyê xwe radikir. Çaxê ew dizivirî, emrên ku lê hatibûn kirin ji gelê Îsraêl re digot.
Wî çaxî gelê Îsraêl rûyê Mûsa yê dibiriqî didîtin. Gava Mûsa diket hundir ji bo dîtina Xudan, xêliya xwe dîsa datanî ser rûyê xwe.
Mûsa tevahiya civaka Îsraêl civand û ji wan re got: “Tiştên ku Xudan kirina wan li we emir kirine ev in:
Divê şeş rojan kar bê kirin. Lê divê roja heftan ji bo we Septa pîroz, roja bêhnvedanê ya ji Xudan re veqetandî be. Her kesê ku wê rojê bixebite wê bê kuştin.
Hûnê Roja Septê di malên xwe de êgir pênexin.”
Mûsa ji tevahiya civaka Îsraêl re got: “Tiştên ku Xudan emir kiriye ev in:
Di nav xwe de ji bo Xudan pêşkêşiyan bînin. Her kesê ku dixwaze, bila pêşkêşiya Xudan a zêr, zîv, tûnc,
tayên sor, binevşî û şînê tarî, kitanê tenik û mûyê bizinê,
çermê beran ê bi hibra sor û şînê tarî, dara aqasyayê,
zeyta qendîlan, biharatên rûnê kifşkirinê û bixûra bêhnxweş,
kevirên onîks û kevirên din ên hêja ku li ser êfod û bersing bên rêzkirin, bînin.
“Wê hemû kesên jêhatî yên nav we bên û her tiştên ku Xudan emir kiriye bikin;
mesken, kon û xêliya wî, qopçe, çîtên çik, girş, stûn, binik,
sindoq û destiyên wê, derxûn, perdeya jihevqetandinê,
mase, destî û hemû taximên wê, hemû taximên wê, Nanê Hizûrê,
ji bo ronahiyê şamdank û taximên wê, qendîl, zeyta qendîlan,
gorîgeha bixûrê û destiyên wê, rûnê kifşkirinê, bixûra bêhnxweş, perdeya deriyê meskên,
gorîgeha qurbana şewitandinê, serada wê ya tûncîn, destî û hemû taximên wê, teşta wê tevî lingên wê,
perdeyên dora hewşê, stûn û binikên wê, perdeya deriyê hewşê,
singên meskên û hewşa wî û qeytanên wan,
kincên tenik honandî yên xizmeta Cihê Pîroz, kincên Harûnê Kahin û kincên kurên wî yên kahintiyê çêkin.”
Tevahiya civaka Îsraêl ji ba Mûsa çû.
Her kesê dilxwaz û heweskar berê xwe da xizmeta Konê Hevdîtinê, ji bo kincên pîroz pêşkêşî ji Xudan re anî.
Jin û mêr, hemû kesên dilxwaz hatin, ji bo Xudan wekî pêşkêşî broş, guhar, gustîl û bazin anîn. Hemû zînetên ku anîn ji zêr bûn.
Hemû kesê ku xweyê tayên sor, binevşî û şînê tarî, kitanê tenik, mûyê bizinê, çermê beran ê bi hibra sor û şînê tarî bibe, van tiştan anîn.
Her kesê ku dikaribû pêşkêşiya zîv û tûnc bidin, wan ew wekî pêşkêşî Xudan dan. Ji bo ku di karekî de bê xebitandin, bi kê re dara aqasyayê hebe anî.
Hemû jinên jêhatî, rîsê tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenikê ku bi destê xwe honandibûn anîn.
Bi ser de jinên zana û jêhatî û bi kêr mûyê bizinê jî honandin.
Serekan ji bo li ser êfod û bersingê rêzkirinê, kevirên onîks û kevirên din ên hêja,
biharat, rûnê zeyta qendîlan, kifşkirin û bixûra bêhnxweş anîn.
Jin û mêr hemû Îsraêliyên dilxwaz, ji bo karên ku Xudan bi riya Mûsa li wan emir kiribûn, wan ji Xudan re pêşkêşiya dilxwaziyê anîn.
Mûsa ji gelê Îsraêl re got: “Binêrin, Xudan bi navê wî gazî Besalêlê kurê Ûrîyê kurê Hûrê ku ji eşîra Cihûda ye kir.
Wî ew bi Ruhê Xwedê, bi şehrezayî, fêmdarî, zanîn û bi her cure hostetiyê tije kir
ku ew li karên bi hosteyî bifikire, şikil bide zêr, zîv û tûncê
û di karên birîn û pêvekirina keviran, necarî û her cure hostiyê de bixebite.
Herwiha Xudan daxwaza hînkirinê xist dilê wî û Oholîavê kurê Ahîsamakê Danî.
Wî dilê wan bi şehrezayî tije kir ku ew di her karê ku hosteyî jê re dixwaze de, di karê necarî, di karê çêkirina rîsê tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik de, di karê honandin û nexişandinê de, di her cure hostiyê de afirîner bin.
“Besalêl û Oholîav û hemû kesên jêhatî yên ku Xudan feraset û fêmdarî daye wan ku di avakirina pîrozgehê de kar bikin, wê li gorî her tiştê ku Xudan li wan emir kiriye bixebitin.”
Mûsa gazî Besalêl û Oholîav û her kesê jêhatî kir ku Xudan feraset dayê, her kesê ku dilê wî ji bo xebatê lê dixe.
Wan hemû pêşkêşiyên ku gelê Îsraêl ji bo xizmetkirina pîrozgehê anîbûn ji Mûsa standin. Gelê Îsraêl her sibe pêşkêşiya dilxwazî ji Mûsa re anîn.
Hemû hosteyên ku her karên pîrozgehê çêdikirin yek bi yek hatin ba Mûsa.
Jê re got: “Gel, ji ya ku Xudan ji bo çêkirinê li me emir kir pir zêdetir tîne.”
Li ser vê yekê Mûsa emir kir û got: “Ne mêr û ne jî jin, bila êdî kes ji bo pîrozgehê tu pêşkêşiyan neyîne.” Emir ji artêşgehê hate dayîn. Bi vî awayî êdî diyarî neanîn.
Çimkî tiştên ku anîbûn, ji bo hemû karê ku wê bê kirin bes û zêde bû.
Tevahiya mirovên jêhatî yên nav xebatkaran, mesken ji deh perdeyan çêkir. Wan ew bi kitanê tenik honandî û tayên sor, binevşî û şînê tarî çêkirin. Li ser wan jî xerûb bi hosteyî hatin xemilandin.
Dirêjahiya her perdeyê bîst û heşt gaz, berfirehiya wê çar gaz bû. Pîvana her perdeyê yek bû.
Bêsalêl pênc perde bi hev ve danîn û pênc perde yên din jî bi hev ve danîn.
Wî li keviya perdeya herî paşî ya desteya pêşî, qulpikên şînê tarî vekirin. Wî li keviya desteya din jî wisa kir.
Wî di perdeyekê de pêncî qulpik vekirin û di keviya perdeya desteya din de jî pêncî qulpikên din vekirin. Qulpik li pêşberî hev bûn.
Wî pêncî qopçeyên zêrîn çêkirin, perdeyan bi qopçeyan bi hev ve girê da. Bi vî awayî mesken bû yek perçe.
Wî ji mûyê bizinê perde çêkirin ku wekî xêliyekê mesken nixamt. Wî yanzdeh perde çêkirin.
Dirêjahiya her perdeyê sî gaz, berfirehiya her perdeyê jî çar gaz bû. Pîvana yanzdeh perdeyan yek bû.
Wî pênc perde cuda bi hev ve danîn, şeş perde jî cuda bi hev ve danîn.
Wî li keviya perdeya paşî ya desteyê pêncî qulpik, li keviya perdeya desteya din pêncî qulpik vekirin.
Wî pêncî qopçeyên tûncîn çêkirin ku kon bibe yek perçe.
Wî ji bo kon, ji çermê beran ê bi hibra sor xêliyekê û li ser wê jî, ji çermê beran ê şînê tarî xêliyeke din çêkirin.
Wî ji bo meskên, ji dara aqasyayê çîtên çik çêkirin.
Dirêjahiya wan çîtan deh gaz, berfirehiya wan jî gaz û nîvek bû.
Du bizmikên her çîtê hebûn ku li hev diketin. Wî ji bo hemû çîtên meskên wiha kir.
Wî ji bo meskên çît wisa çêkirin. Wî ji bo başûrê wî bîst çît çêkirin.
Wî çil binikên zîv çêkirin ku di bin her çîtê de dibûn. Ji bo herdu çîtan, du bizmik hebûn.
Wî li aliyê duyemîn ê meskên ê ku li bakur dinêre bîst çît,
tevî çil binikên zîvîn ên wan çêkirin. Ji bo herdu çîtan, du binik hebûn.
Wî ji bo aliyê paşîn ê meskên ê ku li rojava dinêre, şeş çît çêkirin.
Wî li aliyê paşîn du çît çêkirin ku kujên meskên bin.
Binê van çîtên ku dibûn kuj cuda diman û ser wan bi xeleka pêşî bi hev ve hat danîn. Wî herdu çîtên ku dibûn kuj, wisa çêkirin.
Bi vî awayî, heşt çît tevî binikên zîvîn ên wan hebûn. Di bin her çîtê de du binik hebin ku şanzdeh binik hebûn.
Wî ji dara aqasyayê girş çêkirin. Wî ji bo çîtên aliyekî meskên pênc girş,
ji bo çîtên aliyê din ê meskên pênc girş û ji bo çîtên aliyê paşîn ê meskên ê ku li rojava dinêre, wî pênc girş çêkirin.
Wî girşa navîn çêkir ku di nava çîtan de ye, ji aliyekî gihîşt aliyê din.
Wî çît bi zêr kiras kirin û xelekên ku girş tê re derbas dibin, ji zêr çêkirin. Wî girş jî bi zêr kiras kirin.
Wî perde bi tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik honandî çêkir ku ser wê xerûb bi hosteyî hatin xemilandin.
Wî ji bo wê ji dara aqasyayê çar stûn çêkir û wan bi zêr kiras kirin. Çengelên wan ên zêrîn hebûn. Wî çar binikên wan ên zîvîn jî rijandin.
Wî ji bo deriyê kon, ji tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik honandî perdeyeke binexş çêkir.
Ji bo daleqandina perdeyê wî pênc stûnên bi çengel çêkirin, serî û bistên wan bi zêr kiras kirin, ji bo stûnan pênc binikên tûncîn çêkirin.
Besalêl sindoqê ji dara aqasyayê çêkir. Dirêjahiya wê du gaz û nîv, berfirehiya wê gaz û nîv û bilindahiya wê jî gaz û nîvek bû.
Wî hundir û derveyî wê bi zêrê xas kiras kir û toqeke zêrîn avêt dora wê.
Wî ji bo her çar lingên wê çar xelekên zêrîn rijandin, du xelek li kêlekekê, du xelekên din jî li kêleka din.
Wî ji dara aqasyayê destî çêkirin û ew bi zêr kiras kirin.
Ji bo hilgirtina sindoqê, wî destî di xelekên kêlekên sindoqê re derbas kirin.
Wî derxûn ji zêrê xas çêkir. Dirêjahiya wê du gaz û nîv, berfirehiya wê gaz û nîvek bû.
Wî du xerûbên zêrê karê kutayî çêkirin. Ew li ser herdu kêlekên derxûn de bûn.
Wî xerûbekî li ser kêlekê, yê din jî li ser kêleka din çêkirin. Wî wan ji herdu xerûban ve, bi derxûn ve çêkirin yek perçe.
Xerûb baskên xwe li aliyê jorîn vedikirin û bi wan derxûn dinixamtin. Rûyê wan li hev bûn û li derxûn dinêrin.
Wî mase ji dara aqasyayê çêkir, dirêjahiya wê du gaz, berfirehiya wê gazek û bilindahiya wê gaz û nîvek bû.
Wî mase bi zêrê xas kiras kir û toqeke zêrîn avêt dora wê.
Wî li dora toqê bi qasî çar tiliyan keviyek çêkir û toqeke zêrîn avêt dora wê.
Wî ji bo maseyê çar xelekên zêrîn çêkirin û li ser çar lingan danîn ser çar kujan.
Xelekên destiyên ji bo hilgirtina maseyê, nêzîkî kuj bûn.
Wî destiyên maseyê hildide, ji dara aqasyayê çêkirin û bi zêr kiras kirin.
Wî taximên maseyê –tas û firaxên bixûrê tevî tas û şerbikên pêşkêşiya rijandinê– ji zêrê xas çêkirin.
Wî ji zêrê xas şamdankekê çêkir. Ling û stûna wê ji zêrê karê çakûç bû. Tasik, tevî kulîlk û qalikên wan, ji wê bûn.
Ji kêlekên şamdankê şeş mil radibûn, sê mil ji kêlekekê û sê milên din ji kêleka din jî.
Li ser her milî, di şiklê kulîlka behîvê de sê tasik, tevî kulîlk û qalikê wê hebû. Her şeş milên şamdankê wiha bûn.
Li ser laşê şamdankê di şiklê kulîlka behîvê de çar tasik, tevî kulîlk û qalikê wan, hebûn.
Ji bo her şeş milên ku ji şamdankê bilind dibûn, di bin herdu milên pêşî, herdu milên diduyan û herdu milên sisêyan de qalik ji ber xwe hebûn.
Qalik û milên wan bûn yek perçe. Tevahî ji zêrê xas yê karê çakûç bû.
Wî heft qendîl, maşikên fitîlan û bixûrdankên wê ji zêrê xas çêkirin.
Wî şamdank û taximên wê ji telantekê zêrê xas çêkirin.
Wî ji dara aqasyayê gorîgeha bixûrê çêkir. Ew çargoşe bû. Dirêjahî û berfirehiya wê gazek, bilindahiya wê jî du gaz bû. Qiloçên wê ji wê bûn.
Wî ser wê, her aliyê wê û qiloçên wê bi zêrê xas kiras kirin. Ji bo dora wê jî toqeke zêrîn çêkir.
Wî li herdu kêlekên wê, li bin toqa wê du xelekên zêrîn çêkirin. Wan ji bo derbaskirina destiyên hilgirtina gorîgehê bûn.
Wî destî ji dara aqasyayê çêkirin û bi zêr kiras kirin.
Wî bi hosteyî rûnê pîroz û bixûra xas a bêhnxweş çêkir.
Besalêl gorîgeha qurbana şewitandinê ji dara aqasyayê çargoşe çêkir. Dirêjî û berfirehiya wê pênc gaz, bilindahiya wê sê gaz bû.
Wî li ser her çar kujên jorîn qiloç çêkirin ku pê ve bûn yek perçe. Wî ew bi tûnc kiras kir.
Wî hemû taximên gorîgehê; sîtil, bêr, tasik, sêgoyên goşt û tepsikan, ji tûnc çêkirin.
Ji bo gorîgehê, ji bin keviya wê heta nîvî, wî wekî torê serada tûncîn çêkir.
Wî li her çar kêlekên serada tûncîn ji bo hilgirtinê destiyan çêkirin.
Wî destî ji dara aqasyayê çêkirin û bi tûnc kiras kirin.
Ji bo hilgirtina gorîgehê, wî destî li xelekên kêlekan xist. Wî gorîgeh ji textikan çêkir ku hundirê wê vala be.
Wî ji neynikên jinên ku li ber deriyê Konê Hevdîtinê xizmet dikirin, teşteke tûncîn a ku lingên wê jî tûnc bûn çêkir.
Wî hewş çêkir. Wî perdeyên hewşê yên li aliyê başûr, ji kitanê tenik honandî û bi dirêjahiya sed gaz çêkirin.
Bîst stûn û binikên wan ên perdeyan ji tûnc bûn. Çengelên stûnan û bistên wan ji zîv bûn.
Ji bo aliyê bakur wî perdeyên dirêjahiya sed gaz çêkirin. Bîst stûnên û bîst binikên wan ji tûnc, çengelên stûnan û bistên wan ji zîv bûn.
Li aliyê rojavayê hewşê perde hebûn ku bejna wan pêncî gaz e. Deh stûn û deh binik jî hebûn. Çengelên stûnan û bistên wan ji zîv bûn.
Berfirehiya aliyê hewşê yê ku li rojhilat dinêre pêncî gaz bû.
Li aliyekî deriyê hewşê perdeyeke panzdeh gaz, sê stûn û sê binik hebûn.
Li aliyê din ê deriyê hewşê jî perdeyeke panzdeh gaz, sê stûn û sê binik hebûn.
Hemû perdeyên li der û dora hewşê, ji kitanê tenik honandî hatibûn çêkirin.
Binikên stûnan ji tûnc, çengelên stûnan û bistên wan ji zîv bûn. Serî bi zîv hatibûn kiraskirin. Hemû stûnên hewşê bi çemberên zîv hatibûn pêçan.
Perdeya deriyê hewşê ya binexş, ji kitanê tenik honandî û tayên sor, binevşî û şînê tarî hatibû çêkirin. Dirêjahiya vê perdeyê bîst gaz, bilindahiya wê, wekî perdeyên hewşê pênc gaz bû.
Ji tûnc çar stûn û çar binikê wê hebûn. Çengelên stûnan, serî û bistên wan ji zîv bû.
Hemû singên meskên û hewşa dora meskên, ji tûnc bûn.
Hemû hesabê tiştên ku di çêkirina meskên de hatibûn bikaranîn, li gorî emrê Mûsa, di bin destê Îtamarê kurê Harûnê Kahin de, ji aliyê Lêwiyiyan ve hatin qeydkirin. Lewheyên ku Deh Emir li ser hatibûn nivîsandin li vir dihatin parastin.
Hemû karên ku Xudan li Mûsa emir kiribû, ji eşîra Cihûda, Besalêlê kurê Ûriyê kurê Hûr kir.
Oholîavê kurê Ahîsamakê ji eşîra Dan jî jê re bû alîkar. Ew necar, di rîsê tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik de nexişkarekî hoste bû.
Zêrê ku di çêkirina hemû karên Pîrozgehê de hat bikaranîn, li gorî şekelê Pîrozgehê 29 telant û 730 şekel bû.
Zîvê ji civakê bûn û hatibûn hejmartin, li gorî şekelê Pîrozgehê 100 telant û 1.775 şekel bû.
603 550 kesên ku hatibûn hejmartin û emrê wan bîst salî û mezintir bûn, serê kesê bekayek, ango li gorî nîv şekelê Pîrozgehê diket.
Ji bo pîrozgehê û rijandina binikên perdeyan 100 telant zîv hat xebitandin. Ji bo her binikekê telantek, ji bo sed binikî sed telant zîv hat xerckirin.
Ji bo çengelên stûnan, pêçana serî û gopîtan 1.775 şekel hat xerckirin.
Tûncê ku hatibû dayîn 70 telant 2.400 şekel bû.
Bi wî binikên deriyê Konê Hevdîtinê, gorîgeha tûncîn û serada wê yên tûncîn, hemû taximên gorîgehê,
binikên dora hewşê, binikên deriyê hewşê, hemû singên meskên û hemû singên dora hewşê çêkirin.
Ji bo xizmeta li Cihê Pîroz, bi tayên sor, binevşî û şînê tarî kincên tenik honandî çêkirin. Çawa ku Xudan li Mûsa emir kiriye, wan ji Harûn re kincên pîroz çêkirin.
Wî êfod bi şeridên zêrkirî, tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik honandî çêkir.
Wan zêr bi awayekî tenik kutan û pehn kirin. Ji bo di nav tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik honandî de bi kar bînin, têl bi têl bi hosteyî birîn.
Di du kujên êfodê de sermil çêkirin û bi hev ve danîn.
Şerîda bi hosteyî ya li ser êfodê, ji aliyê heman hosteyî û bi heman tiştan hatibû çêkirin. Ew bi şeridên zêrkirî, tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik honandî bû, çawa ku Xudan li Mûsa emir kiribû.
Kevirên onîks jî hatin amadekirin. Ew di nav malikên zêrîn de hatin danîn û navên kurên Îsraêl wekî mora kolayî li ser wan hatin kolandin.
Wî ew ji bo kurên Îsraêl wekî kevirên bîranînê danîn ser sermilên êfodê, çawa ku Xudan li Mûsa emir kiribû.
Wî bersing jî wekî êfodê, bi karê hosteyî û bi şeridên zêrkirî, tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik honandî çêkir.
Ew çargoşe û du qat bû. Dirêjahiya wê bostek, berfirehiya wê jî bostek bû.
Wan li ser wê, çar rêz kevir çêkirin. Di rêza pêşî de aqût, topaz, zimrûd,
di rêza diduyan de eqîqê binevşî, lapîs û eqîqê spî,
di rêza sisêyan de eqîqê ezmanî, egad û ametîst
û di rêza çaran de fîrûze, onîks û yêşîm hebû. Kevir di malikên zêrîn de hatibûn bicihkirin.
Duwanzdeh kevir hebûn ku li ser wan navên kurên Îsraêl hene. Li ser her kevirî, wekî mor yek bi yek navê duwanzdeh eşîran bû.
Wan ji bo bersing ji zêrê xas zincîrên badayî çêkirin.
Du malikên zêr û du xelekên zêrîn çêkirin û herdu xelek danîn ser du kujên bersing.
Wan du zincîrên zêr bi xelekên kujên bersing ve xistin.
Herdu serên zincîrên din di ser du malikan re derbas kirin û li pêşiya êfodê bi ser sermilan ve girê dan.
Du xelekên zêrîn ên din çêkirin û li biniya herdu kujên bersing, li pêşiya êfodê, bi kujê hundir ve danîn.
Du xelekên zêrîn ên din çêkirin û li aliyê pêşî yê êfodê, di binê herdu sermilan de, nêzîkî dera ku êfod digihîjê danîn ser şerîda ku bi hosteyî hatiye honandin.
Xelekên bersing û êfodê bi şehbenê şînê tarî bi hev ve girê dan. Bersing li ser şerîda êfodê ya ku bi hosteyî hatiye honandin bimîne û ji êfodê neqete, çawa ku Xudan li Mûsa emir kiribû.
Wî xiftanê di bin êfodê de bi tevahî ji tayê şînê tarî honandî çêkir.
Ji bo serî tê re derbas be, dora wê vekirî hat hiştin. Ji bo ku neqete, dora wê mîna berstûk veçinî û dirût.
Wan dawa xiftên ji tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik honandî, motîvên hinarokan bi cih kirin.
Zengilokên zêrê xas jî çêkirin û li navbera hinarokan li dora dawa xiftên bi cih kirin.
Bi vî awayî bi dorê zengilokek û hinarokek, zengilokek û hinarokek hebû, çawa Xudan li Mûsa emir kiribû.
Wan ji bo Harûn û kurên wî, mîntanên ji kitanê tenik,
şaşikê ji kitanê tenik, kumên binexş yên ji kitanê tenik, derpiyên ji kitanê tenik honandî,
ji tayên sor, binevşî û şînê tarî, ji kitanê tenik honandî ê bi hunerî hatiye pêçan şûtik çêkirin, çawa ku Xudan li Mûsa emir kiribû.
Wan bereniyeke taca pîroz ji zêrê xas çêkir û li ser, çawa ku morekê biqewirînin gotina: “Ji Xudan re veqetandî ye” nivîsîn.
Ji bo girêdana şaşikê, şehbenekî şînê tarî pêve kirin, çawa ku Xudan li Mûsa emir kiribû.
Bi vî awayî hemû karên meskenê Konê Hevdîtinê temam bû. Gelê Îsraêl her tişt bi awayê ku Xudan li Mûsa emir kiribû çêkirin.
Piştre wan hemû tiştên meskên birin ba Mûsa. Wan kon û hemû taximên wî; qopçe, çîtên çik, girş, stûn, binik,
xeliyeke çermê beranê bi hibra sor, xeliyeke çermê beran ê şînê tarî, perdeya jihevqetandinê,
Sindoqa Şahidiyê û destiyên wê, derxûn,
mase û hemû taximên wê, Nanê Hizûrê,
şamdanka ji zêrê xas tevî qendîlên wê ku tên rêzkirin û taximên wê, zeyta qendîlan,
gorîgeha zêrîn, rûnê kifşkirinê, bixûra bêhnxweş, perdeya deriyê kon,
gorîgeha tûncîn, serada wê ya tûncîn, destî û hemû taximên wê, teşta wê tevî lingên wê,
perdeyên dora hewşê, stûn û binikên wê, perdeya deriyê hewşê û qeytanên wê, girş, hemû taximên xizmetê yên Konê Hevdîtinê,
kincên tenik honandî yên xizmeta Cihê Pîroz, ji bo ku kahintiyê bike kincên Harûnê Kahin ên pîroz û kincên kurên wî anîn ba Mûsa.
Gelê Îsraêl her tişt bi awayê ku Xudan li Mûsa emir kiribû kirin.
Gava Mûsa dît ku wan tevahiya karan çawa ku Xudan emir kiribû kirine, wî ew pîroz kirin.
Xudan ji Mûsa re got:
“Tê meskenê Konê Hevdîtinê di roja pêşî ya meha pêşî de çêkî.
Tê Sindoqa Şahidiyê deynî wê derê û bi perdeyê veşêrî.
Tê maseyê bînî hundir û tiştên li ser wê rêz bikî. Tê şamdankê bînî hundir û qendîlên wê bi cih bikî.
Tê gorîgeha zêrîn a bixûrê deynî pêş Sindoqa Şahidiyê û perdeyê bavêjî ser deriyê meskên.
Tê gorîgeha qurbana şewitandinê deynî ber deriyê meskenê Konê Hevdîtinê.
Tê teştê deynî navbera Konê Hevdîtinê û gorîgehê û hundirê wê bi avê dagirî.
Tê li dora kon hewşê çêkî û perdeyê bavêjî deriyê hewşê.
“Tê rûnê kifşkirinê hildî, meskên û hemû tiştên tê de rûn bikî. Tê wê û hemû taximên wê pîroz bikî ku pîroz be.
Tê gorîgeha qurbana şewitandinê û hemû taximên wê rûn bikî. Tê gorîgeh pîroz bikî ku bi zêdebarî pîroz be.
Tê teştê tevî lingê wê rûn û pîroz bikî.
“Tê Harûn û kurên wî bînî ber deriyê Konê Hevdîtinê, wan bi avê bişoyî
û kincên pîroz li Harûn bikî. Ji bo ku ji min re kahintiyê bike, tê wî rûn bikî ku pîroz be.
Tê kurên wî jî bînî û mîntanan li wan bikî.
Ji bo ku ew ji min re kahintiyê bikin, çawa te bavê wan rûn kir, tê wan jî rûn bikî. Wê rûnkirina wan bike ku ew di nav nifşên xwe de kahintiya herheyî bikin.”
Mûsa her tişt bi awayê ku Xudan lê emir kiribû kir.
Di roja pêşî ya meha pêşî ya sala diduyan de mesken hat avakirin.
Mûsa meskên ava kir, binikên wî danîn, çîtên wî daçikandin, stûnên wî rakirin û girşên wî lêxistin.
Wî kon li ser meskên nixamt û xêlî ser kon nixamt, çawa ku Xudan lê emir kiribû.
Wî Lewheyên Şahidiyê hildan û xistin hundirê sindoqê. Destiyên sindoqê lê xistin, derxûn ji jor ve danî ser sindoqê.
Wî sindoq anî hundirê meskên, perdeya jihevqetandinê lêxist û Sindoqa Şahidiyê veşart, çawa ku Xudan lê emir kiribû.
Wî mase anî hundirê Konê Hevdîtinê, li aliyê bakurê meskên, li derveyî perdeyê bi cih kir
û li hizûra Xudan nan li ser rêz kirin, çawa ku wî lê emir kiribû.
Mûsa şamdank anî Konê Hevdîtinê, li hember maseyê, li aliyê başûrê meskên bi cih kir
û li hizûra Xudan qendîl pêxistin, çawa ku wî lê emir kiribû.
Wî gorîgeha zêrîn, li Konê Hevdîtinê danî pêşberî perdeyê
û li serê bixûra bêhnxweş pêxist, çawa ku Xudan lê emir kiribû.
Wî perdeya deriyê meskên lêxist,
gorîgeha qurbana şewitandinê danî ber derê meskenê Konê Hevdîtinê û li ser wê qurbana şewitandinê û pêşkêşiya dexlê pêşkêş kir, çawa ku Xudan lê emir kiribû.
Wî teşt danî navbera Konê Hevdîtinê û gorîgehê û ji bo şûştinê bi avê dagirt
ku Mûsa, Harûn û kurên Harûn dest û lingên xwe li wir dişûştin.
Her gava ew diketin Konê Hevdîtinê û nêzîkî gorîgehê dibûn, wan dest û lingên xwe dişûştin, çawa ku Xudan li Mûsa emir kiribû.
Wî hewş li dora meskên û gorîgehê çêkir û perde avêt ser deriyê hewşê. Bi vî awayî Mûsa kar temam kir.
Ewr ser Konê Hevdîtinê nixamt û rûmeta Xudan mesken dagirt.
Mûsa nikaribû biketa Konê Hevdîtinê, çimkî ewr li ser wê disekinî û rûmeta Xudan mesken tije kiribû.
Di tevahiya rêwîtiya wan de, gava ewr ji ser meskên radibû, Îsraêlî jî koç dikir.
Lê heke ewr ranebûya, heta roja ewr radibû koç nedikirin.
Çimkî di tevahiya rêwîtiya wan de, bi roj li ser meskên ewrê Xudan, bi şev jî êgir rê nîşanî tevahiya Mala Îsraêl dida.
Xudan gazî Mûsa kir û ji Konê Hevdîtinê jê re got:
“Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Gava kesekî ji we pêşkêşiyeke heywanî pêşkêşî Xudan kir, divê hûn pez an dewarekî bînin.
“‘Heke pêşkêşî qurbana şewitandinê ya dewêr be, divê nêr û bêqisûr be. Wê ew kes bîne ber deriyê Konê Hevdîtinê ku ew li hizûra Xwedê bê qebûlkirin.
Wê destê xwe deyne ser serê qurbana şewitandinê û wê ji bo kefareta wî bê qebûlkirin.
Wê conega li hizûra Xudan bê serjêkirin. Wê kurên Harûn ku kahin in xwînê pêşkêş bikin. Wê bi her aliyên gorîgehê ve bireşînin ku li ber deriyê Konê Hevdîtinê ye.
Wê qurbana şewitandinê bê gurandin û perçekirin.
Wê kurên Harûnê Kahin li gorîgehê êgir pêxin û êzingan deynin ser.
Wê kurên Harûn ku kahin in perçeyên wî, tevî ser û bezê wî yên hundir, deynin ser êzingên agirê li ser gorîgehê.
Lê wê ûr û rovî û pepikên wî bi avê bên şûştin. Paşê wê kahin wan hemûyan wekî qurbana şewitandinê li ser gorîgehê bişewitîne. Ev pêşkêşiya şewitandinê ye ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.
“‘Heke pêşkêşî qurbana şewitandinê ya pêz be, mî yan bizin, divê nêr û bêqisûr be.
Wê li bakurê gorîgehê, li hizûra Xudan bê serjêkirin. Wê kurên Harûn ku kahin in xwînê bi her aliyên gorîgehê ve bireşînin.
Wê tevî serê wî û bezê wî yên hundir bê perçekirin û wê kahin perçeyan li ser êzingên agirê li ser gorîgehê pêxistî ye bi cih bike.
Lê wê ûr û rovî û pepikên wî bi avê bên şûştin. Paşê wê kahin hemûyan li ser gorîgehê bişewitîne û pêşkêş bike. Ev qurbana şewitandinê ye. Ev pêşkêşiya şewitandinê ye ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.
“‘An heke pêşkêşî qurbana şewitandinê ya ji bo Xudan a ji çivîkan be, divê ji qumrî yan têjikên kevokan be.
Wê kahin bîne gorîgehê, serê wê jêke û li ser gorîgehê bişewitîne. Wê xwîna wê bi ser kêleka gorîgehê ve bê herikandin.
Wê kahin xursika çivîkê bi zîrça wê ve derxe û bavêje ser xweliya rojhilatê gorîgehê.
Wê bi baskên çivîkê bigire ji hev cuda bike, lê wê bi tevahî ji hev veneqetîne. Paşê wê kahin li ser êzingên agirê li ser gorîgehê pêxistî ye bişewitîne. Ev qurbana şewitandinê ye. Ev pêşkêşiya şewitandinê ye ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.
“‘Gava kesek pêşkêşiya dexlê pêşkêşî Xudan bike, divê pêşkêşî ji arvanê hûr be. Wê rûn birijîne ser û guniyê deyne ser.
Wê bîne ba kurên Harûn ku kahin in. Wê kahin jê kulmek arvanê hûr û zeytê bi tevahiya guniyê ve hilde û para diyarkirî ya li ser gorîgehê bişewitîne. Ev pêşkêşiya şewitandinê ye ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.
Ya ku ji ber pêşkêşiya dexlê dimîne, wê ji bo Harûn û kurên wî be. Ev di nav pêşkêşiyên şewitandinê yên Xudan de ya herî pîroz e.
“‘Gava tu pêşkêşiya dexlê ya di tenûrê de hatiye pehtin pêşkêş dikî, divê ji arvanê hûr be. Divê ev kadeyê şikeva be ku bi zeytê hatiye hevîrkirin. Yan jî nanê sêlê yê şikeva be ku zeyt li ser hatiye kirin.
Heke pêşkêşiya te ya dexlê li ser sêlê hatibe pehtin, divê ji arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin û bêhevîrtirş be.
Tê wî perçe bikî û zeytê bi ser de birijînî. Ev pêşkêşiya dexlê ye.
Heke pêşkêşiya te, dexla di taweyê de hatibe pehtin, divê ji arvanê hûr û zeytê be.
Tê pêşkêşiya dexlê ya ku wiha hatiye çêkirin pêşkêşî Xudan bikî. Gava ew hat anîn, wê kahin bibe gorîgehê.
Paşê wê kahin wekî para diyarkirî ji pêşkêşiya dexlê hilde û li ser gorîgehê bişewitîne. Ev pêşkêşiya şewitandinê ye ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.
Ya ku ji ber pêşkêşiya dexlê dimîne wê ji bo Harûn û kurên wî be. Ev di nav pêşkêşiyên şewitandinê yên Xudan de ya herî pîroz e.
“‘Divê pêşkêşiya dexlê ya ku pêşkêşî Xudan tê kirin tu caran bi hevîrtirş nebe. Divê hûn di nav pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan e de, qet hevîrtirş û hingiv neşewitînin.
Hûnê wan wekî pêşkêşiya pêşî pêşkêşî Xudan bikin lê wê ji bo bêhna xweş wê daneyînin ser gorîgehê.
“‘Tê hemû pêşkêşiyên xwe yên dexlê xwê bikî. Tê ji ser pêşkêşiya dexlê xwêya peymana Xwedayê xwe kêm nekî. Tê hemû pêşkêşiyan xwê bikî.
“‘Heke tu ji berên te yên pêşî pêşkêşiya dexlê ya berê pêşî pêşkêşî Xudan dikî, tê simbilên genimê teze hatine jêkirin û li ser êgir hatine qelandin û kutan pêşkêş bikî.
Tê zeyt û guniyê deynî ser. Ev pêşkêşiya dexlê ye.
Wê kahin wekî para diyarkirî ji genimê kutayî û zeytê hilîne û bi tevahiya guniyê ve bişewitîne. Ev pêşkêşiyeke şewitandinê ya ji bo Xudan e.
“‘Heke pêşkêşî, qurbana aştiyê ya dewêr be, nêr an mê, divê ew heywanekî bêqisûr li hizûra Xudan pêşkêş bike.
Wê destê xwe deyne ser serê pêşkêşiyê û li ber deriyê Konê Hevdîtinê serjê bike. Kurên Harûn ku kahin in wê bên û xwînê bi her aliyên gorîgehê ve bireşînin.
Ev pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan e. Wê ji qurbana aştiyê tevahiya bezê ûr û roviyan,
herdu gurçik, bezê ser gurçikan û perdeya kezeba ku wê ji gurçikan veqetîne, pêşkêş bike.
Wê kurên Harûn wan bi qurbana şewitandinê ya li ser êzingên êgir, li ser gorîgehê bişewitînin. Ev pêşkêşiya şewitandinê ye ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.
“‘Heke pêşkêşî, qurbana aştiyê ya ji bo Xudan, pezekî nêr an mê be, divê bêqisûr be.
Heke pêşkêşî berx be, wê li hizûra Xudan pêşkêş bike.
Wê destê xwe deyne ser serê pêşkêşiyê. Wê li ber deriyê Konê Hevdîtinê bê serjêkirin û wê kurên Harûn xwînê bi her aliyên gorîgehê ve bireşînin.
Wê bezê qurbana aştiyê ya ji bo Xudan, bê pêşkêşkirin. Ev pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan e. Wê dûvê bibez ji binî bê jêkirin, tevahiya bezê ûr û roviyan,
herdu gurçik, bezê ser gurçikan û perdeya kezeba ku wê ji gurçikan veqetîne, pêşkêş bike.
Paşê wê kahin wan li ser gorîgehê bişewitîne. Ev pêşkêşiya şewitandina xwarinê ya ji bo Xudan e.
“‘Heke pêşkêşî bizin be, divê li hizûra Xudan bê pêşkêşkirin.
Wê destê xwe deyne ser serê pêşkêşiyê. Wê li ber deriyê Konê Hevdîtinê bê serjêkirin û wê kurên Harûn xwînê bi her aliyên gorîgehê ve bireşînin.
Ev pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan e. Wê ji pêşkêşiyê tevahiya bezê ûr û roviyan,
herdu gurçik, bezê ser gurçikan û perdeya kezeba ku wê ji gurçikan veqetîne, pêşkêş bike.
Wê kahin hemûyan li ser gorîgehê bişewitîne. Ev pêşkêşiya şewitandina xwarinê ye ku bêhna wê xweş e. “‘Hemû bez yê Xudan e.
We ev di nav nifşên we de, li her dera ku hûn lê dijîn qanûneke herheyî be. Hûnê bez û xwînê nexwin.’”
Xudan ji Mûsa re got:
“Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Gava kesek bi nezanî guneh bike û tiştekî Xudan nekirina wî emir kiriye bike, wê wiha bike:
Heke kahinê ku bi rûnkirinê hatiye kifşkirin guneh bike û bi vî awayî gel gunehkar bike, divê ji ber sûcê kiriye, wê wekî pêşkêşiya paqijiyê conegayekî bêqisûr pêşkêşî Xudan bike.
Wê conegê bîne ber deriyê Konê Hevdîtinê, li hizûra Xudan, destê xwe deyne ser serê conegê û li hizûra Xudan conegê serjê bike.
Wê kahinê kifşkirî hinek xwîna conegê hilde û bîne Konê Hevdîtinê.
Wê tiliya xwe di nav xwînê re bike, li ber perdeya Cihê Herî Pîroz, li hizûra Xudan heft caran bireşîne.
Piştre wê kahin li Konê Hevdîtinê, li hizûra Xudan xwînê li qiloçên gorîgehê bixûra bêhnxweş bixe. Wê xwîna mayî ya conegê li erdê gorîgeha qurbana şewitandinê ya li ber deriyê Konê Hevdîtinê birijîne.
Wê tevahiya bezê conegê hilîne ku wekî pêşkêşiya paqijiyê tê dayîn. Wê tevahiya bezê ûr û roviyan,
herdu gurçik, bezê ser gurçikan û perdeya kezebê pêşkêş bike ku wê ji gurçikan veqetîne.
Çawa ku ji gayê qurbana aştiyê hatiye veqetandin, wê kahin wan li ser gorîgeha qurbana şewitandinê bişewitîne.
Wê ser û piyên conegê, eyarê wî, hemû goştê wî, ûr û rovî û rêxa wî,
derîne dereke paqij a derveyî artêşgehê, dera xwelî lê tê rêtin û li ser êzingan bişewitîne. Wê li dera xwelî lê tê rêtin bên şewitandin.
“‘Heke tevahiya civaka Îsraêl bi nezanî gunehekî ku Xudan nekirina wî emir kiriye, bêyî ku haya civakê jê hebe jî bike, wê sûcdar bê hesibandin.
Gava gunehê wan hat bihîstin, wê civak wekî pêşkêşiya paqijiyê conegayekî pêşkêş bike û wî bînin ber deriyê Konê Hevdîtinê.
Wê li hizûra Xudan, rîspiyên civakê destê xwe deynin ser serê conegê û wî li hizûra Xudan serjê bikin.
Wê kahinê kifşkirî xwîna conegê bîne Konê Hevdîtinê.
Wê kahin tiliya xwe di nav xwînê re bike û li hizûra Xudan, li ber perdeyê heft caran bireşîne.
Wê xwînê li kon, li qiloçên gorîgeha hizûra Xudan bixe. Wê xwîna mayî ya conegê li erdê gorîgeha qurbana şewitandinê ya li ber deriyê Konê Hevdîtinê birijîne.
Wê tevahiya bezê conegê hilîne û li ser gorîgehê bişewitîne.
Çawa ku wî bi conegayê ku bi awayê pêşkêşiya paqijiyê hat dayîn kir, wê bi vî jî bike. Bi vî awayî wê kahin ji bo wan kefaretê bide û wê ew bên bexişandin.
Wê conegê derîne derveyî artêşgehê û çawa ku bi conegayê pêşî kiribû wê wî jî bişewitîne. Ev pêşkêşiya paqijiyê ya ji bo civakê ye.
“‘Heke kesek ji serekan bi nezanî guneh bike û tiştekî ku Xwedayê wî Xudan nekirina wî emir kiriye bike, ew sûcdar tê hesibandin.
Gava haya wî ji gunehê kiriye hebe, wê nêriyekî bêqisûr pêşkêş bike.
Wê destê xwe deyne ser serê nêrî û li dera ku qurbanên şewitandinê tên serjêkirin, li hizûra Xudan wî serjê bike. Ev pêşkêşiya paqijiyê ye.
Wê kahin bi tiliya xwe ji pêşkêşiya paqijiyê hilîne û li qiloçên gorîgeha qurbana şewitandinê bixe. Wê xwîna mayî li erdê gorîgeha qurbana şewitandinê birijîne.
Wê tevahiya bezê wê, wekî bezê pêşkêşiyên qurbana aştiyê li ser gorîgehê bişewitîne. Wê kahin vê ji bo gunehên wî kefaretê bide û wê bê bexişandin.
“‘Heke kesekî ji gel, tiştekî ku Xudan nekirina wî emir kiriye bike û bi nezanî guneh bike, ew sûcdar tê hesibandin.
Gava haya wî ji gunehê kiriye hebe, ji bo gunehê ku kiriye, wê bizineke bêqisûr pêşkêş bike.
Wê destê xwe deyne ser serê pêşkêşiya paqijiyê û li dera ku qurbanên şewitandinê tên serjêkirin, serjê bike.
Wê kahin bi tiliya xwe ji xwîna pêşkêşiya paqijiyê hilîne û li qiloçên gorîgeha qurbana şewitandinê bixe. Wê xwîna mayî li erdê gorîgehê birijîne.
Çawa ku bezê ser qurbana aştiyê hilanî, wê tevahiya bezê wê jê biqetîne. Wê kahin li ser gorîgehê bişewitîne ku bêhna wê bi Xudan xweş tê. Bi vî awayî wê kahin ji bo wî kefaretê bide û wê ew kes bê bexişandin.
“‘Heke kesek wekî pêşkêşiya paqijiyê berxekê pêşkêş bike, divê mê û bêqisûr be.
Wê destê xwe deyne ser serê pêşkêşiya paqijiyê û wekî pêşkêşiya paqijiyê, li dera ku qurbanên şewitandinê tên serjêkirin, serjê bike.
Wê kahin bi tiliya xwe ji xwîna pêşkêşiya paqijiyê hilîne û li qiloçên gorîgeha qurbana şewitandinê bixe. Wê xwîna mayî li erdê gorîgeha qurbana şewitandinê birijîne.
Çawa ku bezê ser miya qurbana aştiyê hilanî, wê tevahiya bezê wê jê biqetîne. Wê kahin vê bezê li ser pêşkêşiyên şewitandinê, li ser gorîgehê bişewitîne. Bi vî awayî wê kahin ji bo gunehê wî kefaretê bide û wê ew kes bê bexişandin.
“‘Heke kesek li ser naletkirina tiştekî şahidî kiribe, dîtibe yan zanibe lê tu tiştî nebêje, wê ew kes gunehkar bê hesibandin û divê bê cezakirin.
“‘An heke kesek bêyî ku hay jê hebe bi tiştekî qirêj bibe –bi termê heywanekî qirêj, kovî yan kedî yan bi termê heywanekî qirêj ê ku bi erdê ve dişêle bibe jî– ew qirêj bûye û sûcdar tê hesibandin.
“‘An heke kesek bi nezanî bi mirovekî ku qirêj tê hesibandin an her tiştekî ku mirov qirêj dike bibe, gava haya wî ji vê yekê çêbe, wê sûcdar bê hesibandin.
“‘An heke kesek sonda kirina tiştekî baş an xerab bike lê li ser wê baş nafikire, bi tenê lêvên xwe bilebitîne û vê yekê bi nezanî bike, gava haya wî jê hebe, wê sûcdar bê hesibandin.
“‘Gava kesek ji van sûcan yekî kiribe, divê li sûcê xwe mikûr bê.
Wê wekî pêşkêşiya berdêlê, pêşkêşiya paqijiyê pêşkêşî Xudan bike. Wê ev ji pêz, mî yan bizina mê be. Wê kahin ji bo gunehê wî kefaretê bide.
“‘Heke hêza wî têra dayîna mî yan bizinekê neke, wê wekî pêşkêşiya berdêlê du qumrî yan du kevokan pêşkêşî Xudan bike. Wê yekî wekî pêşkêşiya paqijiyê û yê din jî wekî qurbana şewitandinê bîne.
Wê wan bîne ba kahin û wê yê pêşî wekî pêşkêşiya paqijiyê pêşkêş bike. Wê serê çivîkê jêke lê ji laşê wê veneqetîne.
Wê hinek ji xwîna pêşkêşiya paqijiyê bi ser kêlekên gorîgehê ve bireşîne û xwîna mayî biherikîne erdê gorîgehê. Ev pêşkêşiya paqijiyê ye.
Wê kahin a diduyan wekî qurbana şewitandinê li gorî rê û rêbazên wê pêşkêş bike. Bi vî awayî wê kahin ji bo gunehê wî kefaretê bide û wê ew kes bê bexişandin.
“‘Heke hêza wî têra dayîna du qumrî yan du kevokan neke, wê ji ber sûcê xwe wekî pêşkêşiya paqijiyê, dehyeka efaya arvanê hûr bîne. Wê zeytê nerijîne ser û guniyê bi ser de neke. Çimkî ev pêşkêşiya paqijiyê ye.
Wê ew ji kahin re bîne û wê kahin wekî para diyarkirî kulmekê jê hilîne û li ser gorîgehê, ser pêşkêşiyên şewitandinê ya ji bo Xudan bişewitîne. Ev pêşkêşiya paqijiyê ye.
Bi vî awayî wê kahin ji bo gunehê ku wî kiriye kefaretê bide û wê ew kes bê bexişandin. Wekî pêşkêşiya dexlê, ya mayî wê ji kahin re be.’”
Xudan ji Mûsa re got:
“Heke kesek li ser tiştên pîroz ên Xudan bi nezanî guneh û nedilsoziyê bike, wê wekî pêşkêşiya berdêlê, beranekî bêqisûr pêşkêşî Xudan bike. Wê bihayê wî bi şekelê zîvîn, bi şekelê Pîrozgehê bê pîvan.
Wê bergîdana tiştê pîroz ê ku li ser wî guneh kiriye bide. Wê ji pêncan yekî jî deyne ser û bide kahin. Wê kahin beranê pêşkêşiya berdêlê ji bo wî kefaretê bide û wê ew kes bê bexişandin.
“Heke kesek bi nezanî tiştekî ku Xudan nekirina wî emir kiriye bike û guneh bike, wê sûcdar bê hesibandin û bê cezakirin.
Wê wekî pêşkêşiya berdêlê ji pêz beranekî bêqisûr yan heywanekî ku bihayekî wî heye, ji kahin re bîne. Wê kahin ji bo gunehê ku wî bi nezanî kiriye kefaretê bide û wê ew kes bê bexişandin.
Ev pêşkêşiya berdêlê ye. Wî kesî li dijî Xudan sûc kiriye.”
Xudan ji Mûsa re got:
“Heke kesek bi vî awayî guneh û nedilsoziyê li dijî Xudan bike; di tiştekî ku lê hatiye emanetkirin, tiştekî ku danîne ba wî, yan di tiştekî ku hatiye dizîn de cîranê xwe bixapîne yan jî neheqiyê bike
yan tiştekî windabûyî bibîne û derewan bike, bi derewan sond bixwe, ango ji van sûcên ku mirov dikin yekî bike,
wî çaxî wî guneh kiriye û ew sûcdar e. Wê ya ku diziye yan bi neheqî bi dest xistiye, ya ku lê hatiye emanetkirin an tiştê windabûyî yê ku dîtiye
yan tiştê ku bi derewan li ser sond xwariye, ji pêncan yekî jî deyne ser û roja ku pêşkêşiya berdêlê tîne, bi şûn de bide xweyê wî.
Wê ji bo Xudan, wekî pêşkêşiya berdêlê beranekî bêqisûr ê ku hêja ye bîne û bide kahin.
Wê kahin ji bo wî li hizûra Xudan kefaretê bide û wê ew kes ji ber çi sûc kiribe, wê bê bexişandin.”
Xudan ji Mûsa re got:
“Li Harûn û kurên wî emir bike û bêje: ‘Rê û rêbaza qurbana şewitandinê ev e: Wê qurbana şewitandinê tevahiya şevê, heta serê sibê li ser agirê gorîgehê bimîne. Wê agirê li ser gorîgehê netefe.
Wê kahin derpî û kincên xwe yên kitan li xwe bike. Wê xweliya ku ji ber qurbana şewitandinê li ser gorîgehê maye bide hev û deyne ber gorîgehê.
Wê kincên ser xwe biguhere û xweliyê bibe dereke paqij ya li derveyî artêşgehê.
Wê agirê ser gorîgehê pêketî bimîne û netefe. Wê kahin her sibe êzingan bavêje ser êgir, qurbana şewitandinê bavêje ser hev û li ser wê jî bezê perçeyên pêşkêşiyên aştiyê bişewitîne.
Wê agirê ser gorîgehê herdem pêketî bimîne, qet netefe.
“‘Rê û rêbaza pêşkêşiya dexlê ev e: Wê kurên Harûn li ber gorîgehê, li hizûra Xudan pêşkêş bikin.
Wê kahin ji pêşkêşiya dexlê kulmeke arvanê hûr û zeytê, tevî guniya li ser wê hilîne û bi awayê bêhna ku bi Xudan xweş tê vê para diyarkirî li ser gorîgehê bişewitîne.
Ya ji ber mayî wê Harûn û kurên wî bixwin. Wekî nanê şikeva, wê li dereke pîroz, li hewşa Konê Hevdîtinê bixwin.
Divê ew bi hevîrtirş neyê pehtin. Min ev ji pêşkêşiyên min ên şewitandinê wekî para kahinan da. Wekî pêşkêşiya paqijiyê û pêşkêşiya berdêlê ev jî gelekî pîroz e.
Wê her zilamê ziriyeta Harûn jê bixwe. Ev di nav nifşên we de, wê ji pêşkêşiyên şewitandinê bibe para wan a herheyî. Her kesê li pêşkêşiyan bikeve, divê pîroz bibe.’”
Xudan ji Mûsa re got:
“Pêşkêşiya ku wê di roja ku kahin bê kifşkirin de Harûn û kurên wî pêşkêş bikin ev e: Dehyeka efaya arvanê hûr, nîvî serê sibê, nîvî jî êvarê bê pêşkêşkirin.
Wê pêşkêşî bi zeytê bê hevîrkirin û li ser sêlê bê pehtin. Wê pêşkêşiya dexlê bînin û wekî pariyên pehtî pêşkêş bikin ku bêhna wan bi Xudan xweş tê.
Wê kahinê kifşkirî yê ku ji ziriyeta Harûn e, pêşkêşî Xudan bike. Ev qanûna herheyî ya Xudan e. Wê bi tevahî bê şewitandin.
Wê hemû pêşkêşiyên dexlê yên kahinan bi tevahî bên şewitandin, wê jê neyê xwarin.”
Xudan ji Mûsa re got:
“Ji Harûn û kurên wî re bêje: ‘Rê û rêbaza pêşkêşiya paqijiyê ev e: Wê pêşkêşiya paqijiyê li dera ku qurbanên şewitandinê tên serjêkirin, li hizûra Xudan bê serjêkirin. Ew gelekî pîroz e.
Kahinê ku pêşkêşiya paqijiyê pêşkêş dike, wê li dereke pîroz, li hewşa Konê Hevdîtinê jê bixwe.
Her kesê li goştê wê bikeve, divê pîroz bibe. Heke xwîna wê bipeşke ser kincê yekî, divê kinc li dereke pîroz bê şûştin.
Dîzika ku goşt tê de hatiye kelandin, divê bê şikandin. Heke di tiştekî tûnc de hatibe pehtin, divê baş bê celandin û bi avê bê şûştin.
Her zilamê ji ziriyeta kahinan e, dikare jê bixwe. Ev gelekî pîroz e.
Lê ji pêşkêşiya paqijiyê ya ku xwîna wê tînin Konê Hevdîtinê û bi kefaret tê dayîn, nayê xwarin. Wê bê şewitandin.
“‘Rê û rêbaza pêşkêşiya berdêlê ev e. Ev gelekî pîroz e.
Wê pêşkêşiya berdêlê li dera ku qurbanên şewitandinê tên serjêkirin bê serjêkirin û xwîna wê bi her aliyên gorîgehê ve bê reşandin.
Wê tevahiya bezê wê bên pêşkêşkirin; dûvê bibez, bezê ûr û roviyan,
herdu gurçik, bezê ser gurçikan û perdeya kezeba ku wê bi gurçikan re veqetîne, pêşkêş bike.
Wekî pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan, wê kahin wan li ser gorîgehê bişewitîne. Ev pêşkêşiya berdêlê ye.
Her zilamê ji ziriyeta kahinan e dikare ji vê bixwe. Divê li dereke pîroz bê xwarin, çimkî gelekî pîroz e.
“‘Pêşkêşiya paqijiyê çi be, pêşkêşiya berdêlê jî ew e. Rê û rêbazên herduyan yek in. Wê para kahin be ku kefaretê dide.
Çermê qurbana şewitandinê jî, ji kahin re ye ku wê pêşkêş dike.
Her pêşkêşiya dexlê ya ku di tenûrê de hatiye pehtin û di taweyê de yan li ser sêlê tê çêkirin, wê ji kahinê ku wê pêşkêş dike re be.
Lê her pêşkêşiya dexlê ya rijî yan bi zeytê hatiye hevîrkirin ji hemû kurên Harûn re ye. Wê bi hevpariyê bê parvekirin.
“‘Rê û rêbaza qurbana aştiyê ya ku pêşkêşî Xudan e, ev e:
Heke kesek pêşkêşî ji bo spaskirinê pêşkêş bike, wê bi vê qurbana şikirdariyê re kadeyê şikeva yê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin, nanê sêlê yê şikeva ku zeyt li ser hatiye kirin û kadeyên ji arvanê hûr ên ku bi zeytê hatiye hevîrkirin pêşkêş bike.
Wê bi qurbana aştiyê ya ji bo şikirdariyê re kilorên ku bi hevîrtirş hatine çêkirin jî pêşkêş bike.
Wê ji her pêşkêşiyan nanek pêşkêş bike û wê ev pêşkêşî ji wî kahinî re be ku xwîna qurbana aştiyê li gorîgehê direşîne.
Wê goştê qurbana şikirdariyê ya aştiyê, roja ku pêşkêşî tê dayîn bê xwarin. Wê heta serê sibê nehêle.
“‘Heke qurbana tê pêşkêşkirin nedreke sozdanê yan pêşkêşiya dilxwaziyê be, wê goştê wê roja ku hatiye pêşkêşkirin bê xwarin, yê mayî jî dotira rojê bê xwarin.
Lê wê goştê qurbanê roja sisêyan bê şewitandin.
Heke ji goştê qurbana aştiyê roja sisêyan bê xwarin, wê qebûl nebe û ji kesê ku pêşkêş kir re neyê hesibandin. Çimkî wê qirêj bê hesibandin û kesê ku jê bixwe jî wê sûcdar bê dîtin.
“‘Goştê ku bi tiştekî qirêj bibe wê neyê xwarin, wê bê şewitandin. Goştên din jî wê hemû kesên paqij bikaribin jê bixwin.
Lê heke kesê ku qirêj tê hesibandin, ji goştê qurbana aştiyê ya ji bo Xudan bixwe, wê ji nav gelê xwe bê avêtin.
Kesê ku destê xwe bi tiştekî qirêj bike –bi qirêjiya ku ji mirov tê, bi heywanekî qirêj an bi hemû tiştekî kirêt– û ji goştê qurbana aştiyê ya ji bo Xudan bixwe, wê ji nav gelê xwe bê avêtin.’”
Xudan ji Mûsa re got:
“Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Hûnê bezê ga, mî yan bizinan nexwin.
Bezê termê heywanê ku ji ber xwe miriye yan ji aliyê heywanên çolê ve hatiye perçekirin dikare ji bo karekî bê xebitandin lê hûnê esse nexwin.
Her kesê ku ji bezê heywanekî ku dibe pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan bixwe, wê ji nav gelê xwe bê avêtin.
Hûnê xwînê esse nexwin. Li tu dera ku hûn lê dijîn, hûnê tu xwîna çivîk an heywanekî nexwin.
Her kesê xwînê dixwe, wê ji nav gelê xwe bê avêtin.’”
Xudan ji Mûsa re got:
“Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Yekî ku dixwaze qurbana aştiyê pêşkêşî Xudan bike, wê perçeyekî qurbana aştiyê pêşkêşî Xudan bike.
Wê pêşkêşiya Xudan a şewitandinê bi destê xwe bîne. Wê bezê wê bi singê wê re bîne, sing bilind bike û pêşkêşî Xudan bike.
Wê kahin bez li ser gorîgehê bişewitîne, lê wê sing para Harûn û kurên wî be.
Hûnê hêta rastê yê qurbana xwe ya aştiyê wekî para wî bidin kahin.
Ji kurên Harûn her kî bez û xwîna pêşkêşiya aştiyê pêşkêş dike, wê hêta rastê para wî be.
Min ji qurbanên aştiyê yên ku Îsraêlî pêşkêş dikin, singê pêşkêşiya raberkirinê û hêta ku wekî diyarî tê dayîn, wekî para gelê Îsraêl ya herheyî dan Harûnê Kahin û kurên wî.’”
Roja ku Harûn û kurên wî bi kahintî hatin tayînkirin, ji pêşkêşiyên şewitandinê yên ji Xudan re, ev para wan ket.
Roja ku Xudan ew kifş kirin, wî li gelê Îsraêl emir kir ku ev perçeyên hanê para wan a herheyî ye.
Rê û rêbazên qurbanên şewitandinê, pêşkêşiyên dexlê, pêşkêşiyên guneh, pêşkêşiyên sûc, pêşkêşiyên tayînkirî û pêşkêşiyên aştiyê ev in.
Xudan ev emrê hanê li Çiyayê Sînayê, çaxê ku ji gelê Îsraêl xwestibû li Beriya Sînayê pêşkêşiyan pêşkêşî wî bikin, li Mûsa kir.
Xudan ji Mûsa re got:
“Harûn û kurên wî, kincên kahintiyê, rûnê kifşkirinê, conegayê pêşkêşiya paqijiyê, herdu beranan û selika nanê şikeva hilde
û tevahiya civakê li ber deriyê Konê Hevdîtinê bicivîne.”
Çawa ku Xudan lê emir kiriye, Mûsa wisa kir. Gava civak li ber deriyê Konê Hevdîtinê civand,
Mûsa ji wan re got: “Emrê Xudan ev e.”
Mûsa Harûn û kurên wî anîn ba xwe ku wan bişo.
Wî mîntan li Harûn kir, şûtik li pişta wî girê da, xiftan lê kir û êfod da ser. Bi şerîda êfodê ya ku bi hosteyî hatiye honandin girê da.
Bersing danî ser û Ûrîm û Tûmmîm kir hundirê bersing.
Wî şaşik danî serê wî û lewheya zêrîn, ango taca pîroz da pêşiya şaşikê. Çawa ku Xudan lê emir kiriye, Mûsa wiha kir.
Paşê Mûsa rûnê kifşkirinê hilda, meskên û her tiştê hundir rûn kir û ew pîroz kir.
Wî rûn heft caran bi ser gorîgehê de reşand û gorîgeh û hemû taximên gorîgehê –teştê tevî lingên wê– rûn kir û ew pîroz kir.
Wî rûnê kifşkirinê bi serê Harûn de rijand. Bi vî awayî wî ew kifş û pîroz kir.
Mûsa kurên Harûn jî anîn, mîntan li wan kirin. Şûtik li pişta wan girê dan û kum danîn ser serê wan. Çawa ku Xudan lê emir kiriye, Mûsa wiha kir.
Paşê wî conegayê pêşkêşiya paqijiyê anî. Harûn û kurên wî destê xwe danîn ser serê conegê
û Mûsa ew serjê kir. Ji bo ku gorîgehê paqij bike, wî bi tiliyên xwe xwîn li derdora qiloçên gorîgehê xist û xwîna mayî rijand erdê gorîgehê. Bi vî awayî wî paqijî û kefareta gorîgehê kir.
Tevahiya bezê ûr û roviyan, perdeya kezebê, herdu gurçik û bezê ser wan li ser gorîgehê şewitandin.
Wî ji bermayiya conegê; eyar, goşt û rêxa wî, li derveyê artêşgehê şewitandin. Çawa ku Xudan lê emir kiriye, Mûsa wiha kir.
Paşê wî beranê qurbana şewitandinê anî. Harûn û kurên xwe destê xwe danîn ser serê berên
û Mûsa ew serjê kir. Xwîna wî bi her aliyên gorîgehê ve reşand.
Wî beran perçe kir û serê berên, bezê wî yên hundir û perçeyên wî şewitandin.
Wî ûr û rovî û pepikên wî bi avê şûştin û tevahiya berên li ser gorîgehê şewitand. Ev qurbana şewitandinê bû ku bêhna xweş bide. Ev pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan bû. Çawa ku Xudan lê emir kiriye, Mûsa wiha kir.
Paşê beranê din, beranê tayînkirinê pêşkêş kir. Harûn û kurên wî destê xwe danîn ser serê berên
û Mûsa ew serjê kir. Wî hinekî xwîna wî li nermika guhê rastê yê Harûn, li tiliya wî ya mezin a destê rastê û li tiliya wî ya mezin a lingê rastê da.
Gava kurên Harûn anîn, wî xwîn li nermika guhên wan ê rastê, li tiliyên wan ên mezin ên destê rastê û lingê rastê da. Xwîna mayî bi her aliyên gorîgehê ve reşand.
Wî bez –dûvê bibez yê wî, bezê ûr û roviyên wî, perdeya kezebê, herdu gurçik, bezê gurçikan– û hêta rastê hildan.
Wî ji selika nanê şikeva yê ku li hizûra Xudan e nanekî, kadeyê bi rûn û nanê sêlê hilda û danî ser bêz û hêta rastê.
Wî tev xistin nav kulmên Harûn û kurên wî. Wî ev li hizûra Xudan wekî pêşkêşiya raberkirinê, raber kirin.
Mûsa ew ji kulmên wan hilda û bi qurbana şewitandinê li ser gorîgehê şewitandin. Ev pêşkêşiya tayînkirinê bû ku bêhna xweş bide. Ev pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan e.
Piştre Mûsa sing hilda û wekî pêşkêşiya raberkirinê li hizûra Xudan raber kir. Ev para Mûsa ya beranê pêşkêşiya tayînkirinê bû. Çawa ku Xudan lê emir kiriye, Mûsa wiha kir.
Mûsa rûnê kifşkirinê û ji xwîna ser gorîgehê hilda, bi kincên Harûn û yên kurên wî ve reşand. Bi vî awayî wî Harûn, kurên wî û kincên wan pîroz kirin.
Mûsa ji Harûn û kurên wî re got: “Goşt li ber deriyê Konê Hevdîtinê bikelînin û wî li wê derê bi nanê ku di selikên pêşkêşiyên tayînkirinê de ye bixwin. Wekî min emir kir û got: ‘Wê Harûn û kurên wî bixwin.’
Ya ku ji ber goşt û nan dimîne bişewitînin.
Heft rojan ji deriyê Konê Hevdîtinê dernekevin, heta ku rojên we yên tayînkirinê temam dibin. Çimkî ji bo tayînkirina we, heft roj dixwaze.
Hemû tiştên ku îro hatin kirin, ji bo ku gunehên we bên bexişandin Xudan emir kir.
Hûnê li ber deriyê Konê Hevdîtinê heft rojan bi şev û roj bisekinin û peywirên Xudan pêk bînin ku hûn nemirin. Çimkî wiha li min hat emirkirin.”
Harûn û kurên wî hemû tiştên ku Xudan bi riya Mûsa emir kiriye bi cih anîn.
Di roja heştan de Mûsa gazî Harûn, kurên wî û rîspiyên gelê Îsraêl kir.
Wî ji Harûn re got: “Ji bo pêşkêşiya paqijiyê golikekî bêqisûr û ji bo qurbana şewitandinê beranekî bêqisûr hilîne û pêşkêşî Xudan bike.
Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Ji bo pêşkêşiya paqijiyê nêriyekî û ji bo qurbana şewitandinê golikek û berxekî yeksalî yê bêqisûr bînin.
Ji bo pêşkêşiya aştiyê ya ji bo Xudan ga û beranekî, tevî pêşkêşiyeke dexlê ya ku bi zeytê hatiye hevîrkirin bînin. Çimkî wê Xudan îro li we xuya bibe.’”
Tiştên ku Mûsa emir kiribû anîn ber deriyê Konê Hevdîtinê. Tevahiya civakê nêzîk bû li hizûra Xudan sekinîn.
Mûsa got: “Ya ku Xudan li we emir kiriye ev e ku rûmeta wî li we xuya bibe.”
Wî ji Harûn re got: “Nêzîkî gorîgehê bibe, pêşkêşiya xwe ya paqijiyê û qurbana xwe ya şewitandinê pêşkêş bike û ji bo xwe û gel kefaretê bide. Çawa ku Xudan emir kiriye, pêşkêşiya gel jî pêşkêş bike û kefaretê bide.”
Harûn nêzîkî gorîgehê bû û golikê pêşkêşiya paqijiyê yê ji bo xwe serjê kir.
Kurên wî xwîna wî jê re anî. Harûn tiliya xwe xist nav xwînê û li qiloçên gorîgehê xist. Xwîna mayî jî rijand erdê gorîgehê.
Lê çawa ku Xudan li Mûsa emir kiribû, wî bezê pêşkêşiya paqijiyê, gurçikên wî û perdeya kezebê li ser gorîgehê şewitandin.
Wî goşt û eyarê wî li derveyî artêşgehê şewitandin.
Paşê wî qurbana şewitandinê serjê kir. Kurên Harûn xwînê jê re anî û wî jî xwîn bi her aliyên gorîgehê ve reşand.
Wan hemû perçeyên pêşkêşiyê û serê wî jî da Harûn. Harûn ew li ser gorîgehê şewitandin.
Wî ûr û rovî û pepikên wî şûştin û bi qurbana şewitandinê li ser gorîgehê şewitandin.
Paşê Harûn pêşkêşiya gel pêşkêş kir. Wî nêriyê pêşkêşiya paqijiyê ya ji ber gel hilda, serjê kir û wekî ya pêşî, ev jî wekî pêşkêşiya paqijiyê pêşkêş kir.
Paşê wî qurbana şewitandinê li gorî rê û rêbazan pêşkêş kir.
Wî pêşkêşiya dexlê jî pêşkêş kir. Wî kulmekî jê hilda û bi qurbana şewitandinê ya ku her sibe tê pêşkêşkirin li ser gorîgehê şewitand.
Wî ga û beranê qurbanên aştiyê ya ji ber gel serjê kirin. Kurên wî xwîna wan jê re anîn û wî jî xwîn bi her aliyên gorîgehê ve reşand.
Kurên wî bezê gê û berên, dûvê bibez, bezê ûr û roviyan, herdu gurçik, bezê ser gurçikan perdeya kezebê,
danîn ser singan. Paşê Harûn bez li ser gorîgehê şewitand.
Çawa ku Mûsa emir kiriye, wî sing û hêta rastê wekî pêşkêşiya raberkirinê li ber Xudan raber kirin.
Harûn destên xwe ber bi gel ve hildan, ew pîroz û bereket kir. Piştre pêşkêşiya paqijiyê, qurbana şewitandinê û pêşkêşiya aştiyê pêşkêş kirin û berjêr bû.
Mûsa û Harûn ketin Konê Hevdîtinê. Gava derketin, wan gel pîroz û bereket kir. Wî çaxî rûmeta Xudan li tevahiya gel xuya bû.
Agirek ji hizûra Xudan rabû û bez û qurbana şewitandinê ya ku li ser gorîgehê ye daqurtand. Gava tevahiya gel ev dît, ji kêf qîriya û deverû çû erdê.
Nadav û Avîhû yên kurên Harûn bixûrdankên xwe hildan, agir xistin hundirê wan û bixûr danîn ser. Wan li hizûra Xudan agirekî xerîb ku wî li wan emir nekiriye pêşkêş kir.
Agirek ji hizûra Xudan rabû û ew daqurtandin. Ew li hizûra Xudan mirin.
Mûsa ji Harûn re got: “Xudan gotibû: “‘Bi saya kesên ku nêzîkî min dikin, Ezê pîroziya xwe nîşan bidim. Li ber çavê tevahiya gel, Ezê birûmet bim.’” Harûn bêdeng ma.
Mûsa gazî Mîşaêl û Êlsafan ên kurên Ûzziyêlê apê Harûn kir û got: “Werin, birayên xwe ji ber Pîrozgehê hildin û derxin derveyî artêşgehê.”
Ew hatin û wekî Mûsa got bi mîntanên li ser wan ew deranîn derveyî artêşgehê.
Mûsa ji Harûn û ji kurên wî Êlezar û Îtamar re got: “Porên xwe neyînin xwarê, kincên xwe jî neçirînin. Yan na hûnê jî bimirin û wê Xudan li tevahiya civakê hêrs bibe. Lê bila mirovên we û tevahiya Mala Îsraêl, ji bo agirê Xudan bigirîn.
Ji deriyê Konê Hevdîtinê veneqetin, an na hûnê bimirin. Çimkî rûnê kifşkirina Xudan li ser we ye.” Wan bi ya Mûsa kirin.
Xudan ji Harûn re got:
“Gava hûn ketin Konê Hevdîtinê, divê tu û kurên te mey û şerabê venexwin, an na hûnê bimirin. Wê ev di nav nifşên we de qanûneke herheyî be.
Divê hûn tiştên pîroz û gelemperî, tiştên qirêj û paqij ji hev veqetînin.
Divê hûn hemû qanûnên ku Xudan bi riya Mûsa ji gelê Îsraêl re got hînî wan bikin.”
Mûsa ji Harûn û kurên wî yên saxmayî Êlezar û Îtamar re got: “Ji pêşkêşiyên şewitandinê yên ji bo Xudan, pêşkêşiya dexlê ya mayî hilînin û wî bêhevîrtirş li ber gorîgehê bixwin. Çimkî gelekî pîroz e.
Hûnê wî li dereke pîroz bixwin, çimkî ev para te û kurên te ku ji pêşkêşiyên şewitandinê ya ji bo Xudan e. Çimkî wisa li min hatiye emirkirin.
Singê pêşkêşiya raberkirinê û hêta raberkirî, tu û kur û keçên xwe dikarin li dereke paqij bixwin. Çimkî ev, ji qurbanên aştiyê yên ku gelê Îsraêl pêşkêş dike para te û kurên te ye.
Singê hejandinê û hêta ku hat pêşkêşkirin bi bezê pêşkêşiyên şewitandinê re bînin û wekî pêşkêşiyên hejandinê li hizûra Xudan bihejînin. Çawa ku Xudan emir kiriye, wê ev her û her para te û kurên te bin.”
Mûsa li ser nêriyê pêşkêşiya paqijiyê pirs kir, çimkî ew hatibû şewitandin. Ew li Harûn û kurên wî yên saxmayî Êlezar û Îtamar hêrs bû û got:
“We çima pêşkêşiya paqijiyê li dereke pîroz nexwar? Ew gelekî pîroz e. Ji bo ku hûn sûcên civakê rakin û li hizûra wî ji bo wan kefaretê bidin, Xudan ew dabû we.
Va ye, xwîna nêrî nehatiye hundirê pîrozgehê. Wekî min emir kir, divê hûn esse li dera pîroz bixwin.”
Harûn ji Mûsa re got: “Va ye, wan îro pêşkêşiya xwe ya paqijiyê û qurbana şewitandinê pêşkêşî Xudan kirin û ev tişt jî hatin serê min. Heke min îro ji pêşkêşiya paqijiyê bixwara, gelo wê li çavê Xudan xweş bihata?”
Gava Mûsa ev bihîst, razî bû.
Xudan ji Mûsa û Harûn re got:
“Ji gelê Îsraêl re bêjin: ‘Ji hemû heywanên li ser erdê, heywanên ku hûn dikarin bixwin ev in:
Her heywanên ku dikayên û simên wan ên rastîn ango simên qelaştî hene.
Lê di nav yên ku dikayên û simqelaştî ne de, heywanên ku hûnê goştê wan nexwin ev in: Deve dikayê lê simên wê neqelaştî ne, ev ji bo we qirêj e.
Kurîbeşk dikayê lê simên wê neqelaştî ye, ji bo we qirêj e.
Kîvroşk dikayê lê simên wê neqelaştî ye, ji bo we qirêj e.
Simên berêz qelaştî û terikandî ye lê nakayê, ji bo we qirêj e.
Hûnê goştê van heywanan nexwin, xwe bi termê wan jî nekin. Ev ji bo we qirêj in.
“‘Ji hemû heywanên nav avê, hûnê bi tenê heywanên biperik û bipûlik bixwin, çi di çêm de, çi jî di deryayan de dijîn.
Hemû jîndarên ku di çem û deryayan de dijîn –hem ên ku di koman de dijîn hem jî yên din– lê bêperik û bêpûlik in, ji bo we kirêt in
û ji bo we wê kirêt bibin. Hûnê goştê wan nexwin û wê mirarên wan jî, ji bo we kirêt bên hesibandin.
Hemû jîndarên di avan de dijîn û bêperik û bêpûlik in, ji bo we kirêt in.
“‘Hûnê van çivîkan kirêt bihesibînin. Wê ev neyên xwarin, ew kirêt in: Eylo, teyrê bereta, sîsarkê reş,
baz û her cureyên başokan,
hemû cureyên qijakan,
bûm, kundê kor, qaqlîbaz, her cureyên şahbazan,
bûmê biçûk, masîgir, bûmê mezin,
bûmê bixwêlî, bûmê beriyê, sîsark,
legleg, her cureyên masîxuran, niqor û şevşevok.
“‘Her cure kêzikên biperik ên li ser çar lingên xwe diçin ji bo we kirêt in.
Ji kêzikên biperik ên li ser çar lingên xwe diçin, hûn dikarin goştê hinekan ji wan ên ku ji bo xwe hil bavêjin, lingên xwe dixebitînin bixwin.
Ji nav wan, hûn dikarin van heywanan bixwin. Hûn dikarin hemû cureyên kuliyan; kuliyê biçûk, circirk, circirkê tebaxê bixwin.
Lê hemû kêzikên çarling û biperik ên din ji bo we kirêt in.
“‘Tiştên ku wê we qirêj bikin ev in. Her kesê ku xwe bi termê van heywanan bike, wê heta êvarê qirêj bê hesibandin.
Her kesê ku termê wan hilgire, wê kincên xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin.
Her heywanê ku simê wî terikandî lê neqelaştî ne û nakayê, ji bo we qirêj e.
Ji nav heywanên ku bi çar piyan rêve diçin, her heywanê ku bi ser lepên xwe rêve diçe ji bo we qirêj e. Her kesê ku bi termê wan bûye, wê heta êvarê qirêj bimîne.
Her kesê ku termê wan hilgire, wê kincên xwe bişo û heta êvarê qirêj bimîne. Ev heywan ji bo we qirêj in.
“‘Ji heywanên ku li ser rûyê erdê dişêlin ev ji bo we qirêj in: Koremişk, mişk û hemû cureyên gumgumokan;
maregisk, mazîzerk, erbeq, homeq û bukalemûn.
Ev heywanên ku bi erdê ve dişêlin ji bo we qirêj in û her kesê ku xwe bi termê wan bike wê heta êvarê qirêj bimîne.
Her tiştê ku bi termê van bikeve, wê qirêj bibe –hemû taximên darîn, kinc, çerm û çûx, her tiştê ku kar pê tê kirin– wê wan bixin nav avê û wê heta êvarê qirêj bimîne. Piştre wê paqij bibe.
Heke yekî ji van bikeve dîzikê, hemû tiştê tê de ye wê qirêj bibe û hûnê dîzikê bişikênin.
Hemû xwarina avî ya ji vê dîzikê û hemû vexwarina ji vê dîzikê wê qirêj bibe.
Termê ji van bikeve ser çi, wê wan qirêj bike. Heke termê wan bikeve ser tenûrê yan jî ser ocaxê, wê bên hilweşandin. Ew ji bo we qirêj in û wê qirêj bimînin.
Kanî û sarinca ku av tê de civiya ye paqij e. Lê yê ku bi termê wan bibe wê qirêj bibe.
Heke termê yekî ji van bikeve ser tovê tê reşandin, tov paqij e.
Lê tov di nav avê de be û termê wan bikeve ser, tov ji bo we qirêj e.
“‘Ji heywanên ku goştê wan tê xwarin yek bimire, kesê ku bi laşê wan bibe heta êvarê qirêj dimîne.
Kesê ku ji termê wan bixwe, wê kincên xwe bişo û heta êvarê qirêj bimîne. Kesê ku term hilgire wê kincên xwe bişo û heta êvarê qirêj bimîne.
“‘Heywanên biçûk ên li ser rûyê erdê kirêt in û wê neyên xwarin.
Heywanên li ser zikê xwe dişêlin, an jî li ser çar lingên xwe yan zêdetir lingan diçin, hûnê yekê ji wan jî nexwin, çimkî kirêt in.
Hûn bi yekê ji wan jî xwe qirêj û kirêt nekin û nekevin rewşeke qirêj.
Çimkî Xwedayê we Xudan ez im. Xwe pîroz bikin û pîroz bibin. Çimkî ez pîroz im. Xwe bi tu heywanekî biçûk ên li ser rûyê erdê qirêj nekin.
Çimkî ji bo ez bibim Xwedayê we, Xudanê ku hûn ji welatê Misrê deranî ez im. Pîroz bin, çimkî ez pîroz im.
“‘Rê û rêbazên heywan, çivîk û hemû jîndarên ku di avan de dilivin û bi erdê ve dişêlin ev in
ku hûn ji yên qirêj û yên paqij û ji heywanê tê xwarin û nayê xwarin veqetînin.’”
Xudan ji Mûsa re got:
“Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Heke jinek bi zaro bimîne û kurekî bîne, wê wekî rojên ku bi potan ketiye, heft rojan qirêj bê hesibandin.
Di roja heştan de wê lawik bê sinetkirin.
Ji bo ku jinik ji xwînê paqij bibe, wê sî û sê rojan bisekine. Heta rojên paqijbûna wê temam dibin, wê destê xwe bi tiştekî pîroz neke û neçe Pîrozgehê.
Heke keçek bîne, wekî rojên ku bi potan dikeve, wê du hefte qirêj bê hesibandin. Ji bo ku jin ji xwînê paqij bibe, divê şêst û şeş roj derbas bibe.
“‘Gava rojên paqijbûna ji bo kur an keçekê temam bûn, wê wekî qurbana şewitandinê berxekî yeksalî û wekî pêşkêşiya paqijiyê jî kevok an qumriyekê bîne ber deriyê Konê Hevdîtinê û bide kahin.
Wê kahin pêşkêşiyên wê li hizûra Xudan pêşkêş bike û ji bo jinikê kefaretê bide. Bi vî awayî wê jinik ji xwînê paqij bibe. Ev e rê û rêbaza jina ku zarokên kurîn an keçîn tîne.
“‘Heke hêza wê têra dayîna berxekî neke, wê du kevok an du qumriyan bîne ku yekê wekî qurbana şewitandinê û yekê jî wekî pêşkêşiya paqijiyê be. Wê kahin wan ji bo jinikê kefaretê bide û wê ew paqij bibe.’”
Xudan ji Harûn û Mûsa re got:
“Heke di çermê mirovekî de werim, qalik an dexmek hebe ku dikare nexweşiya çerman be, wê wî bibin ba Harûnê Kahin an kurên wî yên kahin.
Wê kahin li nexweşiya çerman binêre. Heke di dera nexweş de, mû spî bûbin û nexweşî kûr bûbe, ev nexweşiya çerman e. Kahinê ku lê binêre wê wî qirêj bihesibîne.
Heke dexma çerm spî be, kûr nebûbe û mûyên li ser spî nebûbin, wê kahin kesê nexweş heft rojan li dereke girtî bihêle.
Wê kahin di roja heftan de li kesê nexweş binêre. Heke li gorî wî nexweşî sekinî be û li ser çerm belav nebûbe, wê kahin heft rojên din jî wî li dereke girtî bihêle.
Di roja heftan de wê careke din lê binêre. Heke nexweşî kêm bûbe û li ser çerm belav nebûbe, wê kesê nexweş paqij bihesibîne. Ev tenê qalik e. Wê nexweş kincên xwe bişo û paqij bê hesibandin.
Lê heke piştî ku ew ji bo paqijbûnê xwe nîşanî kahin dide, qalik li ser çermê wî belav bibe, wê dîsa here ba kahin.
Gava kahin binêre qalik li ser çerm belav bûye, wê wî qirêj bihesibîne. Ew bi nexweşiya çerman ketiye.
“Heke kesek bi nexweşiya çerman bikeve, wê wî bibin ba kahin.
Wê kahin lê binêre. Heke li ser çerm wermeke spî hebe, mûyên li ser spî bûbin û li dera werimî çerm sor bûbe,
ev nexweşiyeke çerman a mayînde ye. Wê kahin wî kesî qirêj bihesibîne lê li dera girtî nede hiştin. Çimkî ew êdî qirêj e.
“Heke bi qasî ku kahin dibîne nexweşiya çerman ji serî heta binî tevahiya bedenê rapêçaye,
wê kahin lê binêre û wî kesê ku nexweşî li tevahiya bedena wî belav bûye paqij bihesibîne. Çimkî êdî nexweşî spî bûye û paqij e.
Lê heke çermê wî sor bûbe, ew qirêj e.
Wê kahin li çermê sor binêre û nexweş qirêj bihesibîne. Çermê sor qirêj tê hesibandin û ev nexweşiya çerman e.
Heke çermê sor biguhere û spî bibe, wê nexweş careke din here ba kahin.
Wê kahin li nexweş binêre, heke nexweşî spî bûbe, wê kahin kesê nexweş paqij bihesibîne. Ew paqij e.
“Heke kunêra li ser çerm baş bûbe
lê paşê di cihê kunêrê de wermeke spî yan dexmeke sorikî-spî derkeve, wê ew nîşanî kahin bide.
Wê kahin lê binêre. Heke birîna xuyayî kûr bûbe û mûyên li ser birînê spî bûbin, wê ew kes qirêj bê hesibandin. Ev nexweşiyeke çerman e ku di kunêrê de derketiye.
Lê gava kahin lê binêre, di nexweşiyê de mûyê spî tuneye, ew kûr nebûye û kêm bûye, wê kesê nexweş heft rojan li dereke girtî bihêle.
Heke nexweşî li çerm belav bûbe, wê kahin wî qirêj bihesibîne. Ev nexweşî ye.
Lê heke dexim sekinî be û belav nebûbe, ev qalikê kunêrê ye. Wê kahin wî paqij bihesibîne.
“Heke di çerm de şewat hebe û di vê derê de dexmeke sorikî-spî yan jî spî hebe,
wê kahin lê binêre. Heke mûyên ser dexmê spî û kûr bûbin, di wê şewatê de nexweşiya çerman heye. Wê kahin wî qirêj bihesibîne, çimkî ew bi nexweşiya çerman ketiye.
Lê heke kahin lê binêre û mûyên ser dexmê, spî û kûr nebûbe û kêm bûbe, wê kahin kesê nexweş heft rojan li dereke girtî bihêle.
Roja heftan wê kahin careke din wî bibîne. Heke dexim belav bûbe, wê wî qirêj bihesibîne. Ew nexweşiya çerman e.
Heke dexim li ser çerm sekinîbe, belav nebûbe û kêm bûbe, ev wermeke ji ber şewatê ye. Wê kahin wî paqij bihesibîne, çimkî ev qalikê şewatê ye.
“Heke di serî yan di erçena jin an mêrekî de nexweşî hebe,
wê kahin li nexweşiyê binêre. Heke kûr bûbe û mûyên li ser zer û zirav bûbin, wê kahin kesê nexweş qirêj bihesibîne. Ew gurî ye û ev nexweşiyeke çerman a serî yan erçenê ye.
Gava kahin li nexweşiya gurîtiyê binêre, heke kûr nebûbe û mûyên reş li ser tunebe, wê nexweş heft rojan li dereke girtî bihêle.
Wê di roja heftan de careke din li nexweşiyê binêre. Heke gurîtî li ser çerm belav nebûbe, mûyê zer li ser tunebe û kûr nebûbe,
wê nexweş porê xwe kur bike lê dest nede cihên gurî. Wê kahin wî heft rojên din li dereke girtî bihêle.
Kahin di roja heftan de wê careke din li cihê gurîbûyî binêre. Heke gurîtî li çerm belav nebûbe û kûr nebûbe, wê kahin kesê nexweş paqij bihesibîne. Wê nexweş kincên xwe bişo û paqij bê hesibandin.
Lê piştî ew paqij hat dîtin, gurîtî li çerm belav bibe,
wê kahin dîsa lê binêre. Heke gurîtî belav bûbe, wê kahin li mûyekî zer negere. Nexweş qirêj e.
Lê heke li ber çavê kahin gurîtî sekinîbe û mûyê reş di ser de derketibe, wî çaxî nexweşî nemaye. Ew paqij e. Wê kahin wî paqij bihesibîne.
“Heke di çermê mêrekî an jinekê de dexmên spî hebin,
wê kahin lê binêre. Heke dexmên li ser çerm spîçolkî bin, ew tenê dexmên sor in û di çerm de derketine. Ew kes paqij e.
“Heke porê zilamekî weşiyabe, ev kes serût e û ew paqij e.
Heke pêşiya serê wî weşiyabe, eniya wî vebûye. Ew paqij e.
Lê heke di rûtiya serê wî yan eniya wî de dexmên sorikî-spî derketibin, ev nexweşiya çerman e.
Wê kahin lê binêre. Heke werma nexweşiya li ser serê wî yê rût an li ser eniya wî ya rût sorikî-spî be û bişibe nexweşiya çerman,
naxwe ew bi nexweşiya çerman ketiye. Ew qirêj e. Wê kahin wî qirêj bihesibîne. Nexweşî li serê wî ketiye.
“Kesê bi vê nexweşiyê ketiye, wê herdem bi kincên qetiyayî bigere û porê wî hatibe xwarê. Wê devê xwe binixême û bêje: ‘Qirêj, ez qirêj im!’
Di hemû rojên ku nexweşî pê re ye de, wê qirêj bê hesibandin. Ew qirêj e, wê bi tena serê xwe, li derveyî artêşgehê bimîne.
“Heke di kincekî de kûfik bê dîtin; di kincekî hirî yan kitan de,
di tayê qumaşê hirî yan tayê qumaşê kitan de yan jî di çerm an tiştekî ku ji çerm hatiye çêkirin de
û ev kûfika ku di qumêş, çerm an tiştê ji çerm hatiye çêkirin de keskayî yan sorikî bê dîtin, ev nexweşiya kûfikê ye û divê nîşanî kahin bidin.
Wê kahin lê binêre û heft rojan li dereke girtî bihêle.
Wê roja heftan careke din lê binêre. Heke kûfika di kinc, qumêş, çerm an tiştê çermîn de –karekî çerm çi be jî– belav bûbe, ev kûfikeke bêderman e. Wê qirêj bê hesibandin.
Kinc û qumaşên hirî, kitan û hemû tiştên çermîn ku tê de kûfik bê dîtin, wê ji aliyê kahin ve bên şewitandin. Çimkî ev kûfikeke bêderman e. Wê bê şewitandin.
“Heke kahin bibîne ev kûfika di kinc, qumêş an tiştekî çermîn de ye belav nebe,
wê emir bike ku ew tişta bi kûfik were şûştin û heft rojên din di dereke girtî de bê hiştin.
Tiştê bi kûfik, piştî ku hatin şûştin, wê kahin careke din lê binêre. Tevî ku kûfik nebûbe jî, heke rengê wî neguherîbe, wê qirêj bê hesibandin. Hûnê bişewitînin, çimkî yan ji hundir ve yan jî, ji derve ve kûfikê lê xistiye.
“Piştî tiştê bi kûfik hat şûştin, heke kahin li dera kûfikê lê xistiye binêre û bibîne kûfik kêm bûye, wê dera kûfikî ya di kinc, qumêş an çerm de biqetîne.
Heke di kinc, qumêş an tiştê çermîn de dîsa kûfik bê dîtin, wî çaxî kûfik belav dibe û hûnê wî tiştî bişewitînin.
Heke kûfik ji kinc, qumêş an tiştê çermîn ê ku hatiye şûştin derbas bûbe, wê dîsa bê şûştin û paqij bê hesibandin.”
Rê û rêbazên paqijî û qirêjiya li ser kinc û qumaşên hirî û kitan û hemû tiştên çermîn ên bi kûfik ev in.
Xudan ji Mûsa re got:
“Rê û rêbazên roja paqijbûna kesê nexweşiya çerman, ev in: Wê kesê nexweş bînin ba kahin.
Wê kahin wî derxe derveyî artêşgehê û lê binêre. Heke nexweşî baş bûbe,
wê kahin emir bike ku ji bo kesê tê paqijkirin du çivîkên paqij ên sax, dara sedrê, tayê sor û giyayê cehtirê bînin.
Wê kahin emir bike ku yek ji çivîkan, di dîzikekê de, li ser ava kaniyê bê serjêkirin.
Wê çivîka sax, dara sedrê, tayê sor û giyayê cehtirê li xwîna çivîka li ser ava kaniyê hatiye serjêkirin bixe.
Wê xwînê heft caran bireşîne ser kesê ku ji nexweşiya çerman tê paqijkirin û wî paqij bihesibîne. Wê çivîka sax jî berde çolê.
Kesê tê paqijkirin wê kincên xwe bişo, hemû mûyên xwe kur bike û serê xwe bişo. Wê bi vî awayî paqij bê hesibandin. Êdî ew dikare bikeve artêşgehê lê wê heft rojan li derveyî kon bimîne.
Wê di roja heftan de hemû por û mûyên xwe kûr bike. Wê porê xwe, rihê xwe, birûyên xwe û hemû mûyên di bedena xwe de kur bike. Wê kincên xwe bişo. Piştî bedena xwe bi avê şûşt, wê paqij bê hesibandin.
“Wê di roja heştan de, du berxên nêr ên bêqisûr, berxeke mê ya bêqisûr a yeksalî, pêşkêşiya dexlê ji dehan sisêya efaya arvanê hûrê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin û logek zeyt bîne.
Kahinê karê paqijiyê dike wê kesê ku wê paqij be û tevahiya van tiştan li hizûra Xudan, li ber deriyê Konê Hevdîtinê bide sekinandin.
Wê kahin berxekî hilde û wekî pêşkêşiya berdêlê berx û logek zeyt pêşkêş bike û wan wekî pêşkêşiya raberkirinê li hizûra Xudan bihejîne.
Wê berx li Pîrozgehê, li dera ku pêşkêşiya paqijiyê û qurbana şewitandinê tê serjêkirin, serjê bike. Çimkî wekî pêşkêşiya paqijiyê, pêşkêşiya berdêlê jî ya kahin e. Ew gelekî pîroz e.
Wê kahin hinek xwîna pêşkêşiya berdêlê hilde, li nermika guhê rastê û tiliyên mezin ên destê rastê û lingê wî yê rastê yên kesê tê paqijkirin bide.
Wê kahin hinekî ji loga zeytê hilde û birijîne çenga destê xwe yê çepê.
Wê tiliya destê xwe yê rastê di zeyta di destê wî ya çepê de ye bike û ber bi hizûra Xudan heft caran bireşîne.
Wê kahin ji rûnê di destê wî de maye, bi ser nermika guhê rastê û tiliyên mezin ên destê rastê û lingê wî yê rastê yên kesê tê paqijkirin de û bi ser xwîna pêşkêşiya berdêlê de bireşîne.
Wê zeyta di kefa destê wî de maye di serê kesê tê paqijkirin de bide. Wê li hizûra Xudan wî paqij bike ji bo wî kefaretê bide.
Ji bo kefareta vî kesî, wê kahin pêşkêşiya paqijiyê pêşkêş bike. Paşê wê qurbana şewitandinê serjê bike.
Wê kahin qurbana şewitandinê û pêşkêşiya dexlê li gorîgehê pêşkêş bike. Bi vî awayî wê kahin ji bo wî kefaretê bide û wê paqij bibe.
“Heke ew kes belengaz be û hêza wî têra dayîna wê neke, ji bo kefareta xwe wê wekî pêşkêşiya berdêlê ya hejandinê berxekî û wekî pêşkêşiya dexlê, ji dehyeka efaya arvanê hûr a ku bi zeytê hatiye hevîrkirin û logek zeyt bîne.
Li gorî hêza wî wê du qumrî yan du têjikên kevokan jî bîne. Wê yek bibe pêşkêşiya paqijiyê, ya din jî bibe qurbana şewitandinê.
Ji bo paqijbûna xwe wê di roja heştan de van hemûyan bîne hizûra Xudan û li ber deriyê Konê Hevdîtinê bide kahin.
Wê kahin berxê pêşkêşiya berdêlê û logek zeyt hilde û wekî pêşkêşiya raberkirinê li hizûra Xudan bihejîne.
Wê kahin berxê pêşkêşiya berdêlê serjê bike, ji xwîna wî hilde û bi ser nermika guhê rastê û tiliyên mezin ên destê rastê û lingê wî yê rastê yên kesê tê paqijkirin de bireşîne.
Wê hinek zeyt birijîne destê xwe yê çepê.
Wê tiliya destê xwe yê rastê di zeyta di destê wî yê çepê de ye bike û heft caran li hizûra Xudan bireşîne.
Wê kahin ji zeyta di destê wî de maye, bi ser nermika guhê rastê û tiliyên mezin ên destê rastê û lingê wî yê rastê yên kesê tê paqijkirin de û bi ser cihê xwîna pêşkêşiya berdêlê de bireşîne.
Wê zeyta di kefa destê wî de maye li serê kesê ku tê paqijkirin bixe û bi vî awayî li hizûra Xudan ji bo wî kefaretê bide.
Li gorî hêza wî, wê ji qumriyan an kevokan bîne.
Wê yek wekî pêşkêşiya paqijiyê, ya din jî wekî qurbana şewitandinê, bi pêşkêşiya dexlê re pêşkêş bike. Wê kahin bi van ji bo zilamê tê paqijkirin li hizûra Xudan kefaretê bide.”
Rê û rêbazên paqijiya kesê nexweşiya çerman û hêza wî kêm e, ev in.
Xudan ji Mûsa û Harûn re got:
“Gava hûn herin welatê Kenanê yê ku ezê bi milkî bidim we, heke ez nexweşiya kûfikê bixim maleke li welatê we,
wê xweyê malê were ba kahin û bêje: ‘Min li mala xwe tiştekî wekî nexweşiyê dît.’
Hê beriya ku here li nexweşiyê binêre, wê kahin emir bike ku her tiştê di malê de derxin derve. Yan na, wê hemû tiştên li malê qirêj bên hesibandin. Paşê wê here li malê binêre.
Wê li nexweşiyê binêre. Heke nexweşî wekî dexmên kesk û sor li dîwarên malê be û di dîwêr de kûrbûyî xuya bike,
wê kahin ji malê derkeve û heft rojan malê girtî bihêle.
Wê roja heftan careke din were û lê binêre. Heke nexweşî li dîwaran belav bûbe,
wê kahin emir bike ku kevirên bi nexweşî ji dîwêr bikişînin û bavêjin dereke qirêj a derveyî bajêr.
Wê mal ji hundir ve seredor bide terişandin û xerca ku bi terişandinê derxistine bavêjin dereke qirêjî ya derveyî bajêr.
Wê kevirên din bînin bixin cihê wan keviran û xerceke din bînin û pê malê biseyînin.
“Heke piştî ku ew keviran derxin, malê bikolin û ji nû ve biseyînin, nexweşî careke din li malê derkeve,
wê kahin here lê binêre. Heke nexweşî li malê belav bûbe, ew nexweşiya kûfikê ya bêderman e û qirêj e.
Wê mal bê hilweşandin û kevir, kêran û hemû xerca wê bibin derveyî bajêr û bavêjin dereke qirêj.
Her kesê di dema mal hatiye girtin de bikeve malê, wê ew kes heta êvarê qirêj bê hesibandin.
Wê her kesê li malê razê yan xwarinê bixwe kincên xwe bişo.
“Heke kahin were, lê binêre û piştî ku mal hat seyandin, kûfik belav nebûbe, wê malê paqij bihesibîne. Wî çaxî nexweşiya kûfikê derbas bûye.
Ji bo paqijbûna malê, wê du çivîk, dara sedrê, tayê sor û giyayê cehtirê hilde.
Wê çivîkekê di dîzikekê de, li ber ava kaniyê serjê bike.
Wê dara sedrê, tayê sor, giyayê cehtirê û çivîka sax di xwîna çivîka hatiye serjêkirin û li nav avê bixe û heft caran bi ser malê de bireşîne.
Bi vî awayî wê kahin bi xwîna çivîkê, avê, çivîka sax, dara sedrê, giyayê cehtirê û tayê sor malê paqij bike.
Wê çivîka sax berde çolê, derveyî bajêr. Bi vî awayî wê ji bo malê kefaretê bide û wê mal paqij bibe.”
Rê û rêbazên her cure nexweşiyên çerman, gurîtî,
kûfika kincan û malan,
werim, qalikavêtin û dexman ev in.
Rê û rêbazên van nexweşiyan ev in. Bi van rê û rêbazan qirêjî û paqijî tên zanîn.
Xudan ji Mûsa û Harûn re got:
“Ji gelê Îsraêl re bêjin: ‘Heke ji mûziya zilamekî herikîn bê, ew qirêj e.
Herikîn berdewam bike yan jî kêm bibe, ew zilam qirêj dibe. Qirêjiyên ku herikîn dibe sedem, ev in:
Her dera zilamê ku herikîn jê tê, lê radize û lê rûdine, wê qirêj bê hesibandin.
Wê her kesê ku xwe bi nivîna wî bike kincên xwe bişo, serê xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin.
Wê her kesê li dera ku ew lê rûniştiye rûne kincên xwe bişo, serê xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin.
Wê her kesê ku xwe bi bedena zilamê ku herikîn jê tê bike kincên xwe bişo, serê xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin.
Heke kesê ku herikîn jê tê tifî kesekî paqij bike, wê ew kes kincên xwe bişo, serê xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin.
Her cilê kesê ku herikîn jê tê li ser siwar bûye, wê qirêj bê hesibandin.
Her kesê ku xwe bi tiştekî ku ew zilam li ser rûniştiye bike, wê heta êvarê qirêj bê hesibandin. Her kesê ku van tiştan hilgire, wê kincên xwe bişo, serê xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin.
Gava zilamê herikîn jê tê destê xwe neşûştî, her kesê ku xwe pê bike, wê kincên xwe bişo, serê xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin.
Heke zilamê herikîn jê tê xwe bi dîzikê bike, wê ew dîzîk bê şikandin û hemû taximên darîn a ku ew pê bûye jî wê bi avê bê şûştin.
“‘Gava herikîna zilamê ku herikîn jê tê bisekine, ji bo paqijbûnê wê heft rojan bisekine. Piştre wê kincên xwe bişo, di ava kaniyê de serê xwe bişo û wê paqij bê hesibandin.
Wê di roja heştan de ji bo xwe du qumrî yan du kevokan hilde, were ber deriyê Konê Hevdîtinê û li hizûra Xudan wan bide kahin.
Wê kahin yekê ji wan wekî pêşkêşiya paqijiyê û ya din jî wekî qurbana şewitandinê pêşkêş bike. Bi vî awayî wê kahin li hizûra Xudan ji bo herikîna wî kefaretê bide.
“‘Heke menî ji zilamekî biherike, wê hemû bedena xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin.
Her tiştên ji kinc an çermîn ê ku menî pê bûye, wê bi avê bê şûştin û heta êvarê qirêj bê hesibandin.
Heke zilamek bi jinekê re razê û nêzîkî wê bibe, wê herdu jî xwe bi avê bişon û heta êvarê qirêj bên hesibandin.
“‘Heke jinek bi potan bikeve û xwîn ji bedena wê biherike, wê heft rojan qirêj bimîne û her kesê ku xwe pê bike, wê heta êvarê qirêj bê hesibandin.
Di rojên ku ew bi potan ketiye de, her tiştê jinik lê radize û lê rûdine wê qirêj bê hesibandin.
Wê her kesê ku xwe bi nivîna jinikê bike, kincên xwe bişo, serê xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin.
Her kesê ku xwe bi tiştekî ku jinik li ser rûniştiye bike, wê kincên xwe bişo, serê xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin.
Her kesê ku xwe bi tiştekî ku ew jinik li ser rûne –nivîn an jî tiştekî din– wê heta êvarê qirêj bê hesibandin.
Heke zilamek pê jinê re razê û nepaqijiya wê bi zilêm bikeve, wê heft rojan qirêj bimîne û her nivîna ku ew li ser radize jî qirêj bê hesibandin.
“‘Heke jinek, ji xeynî dema bi potan ketinê, demeke dirêj xwîn jê bê yan xwîn jêhatina wê piştî rojên bi potan ketiye jî bajo, heta dema xwîn jê tê, wekî rojên ku bi potan ketiye, wê qirêj bê hesibandin.
Di hemû rojên ku xwîn jê tê de, wekî rojên ku bi potan ketiye, wê her nivîna ku li ser radize û her dera ku li ser rûdine qirêj bê hesibandin.
Her kesê ku xwe bi wan bike, wê qirêj bê hesibandin. Wê kincên xwe bişo, serê xwe bişo û heta êvarê qirêj bimîne.
“‘Lê gava xwînjêhatina wê bisekine, wê jinik heft rojan bisekine û piştre paqij bê hesibandin.
Wê di roja heştan de ji bo xwe du qumrî yan du kevokan hilde, bîne ber deriyê Konê Hevdîtinê û bide kahin.
Wê kahin yekê ji wan wekî pêşkêşiya paqijiyê û ya din jî wekî qurbana şewitandinê pêşkêş bike. Bi vî awayî wê kahin li hizûra Xudan, ji bo qirêjiya xwînjêhatina wê kefaretê bide.
“‘Hûnê gelê Îsraêl ji qirêjiyên wan dûr bixin ku ew bi qirêjiya xwe meskenê min a di nav wan de ye qirêj nekin û nemirin.’”
Rê û rêbaza her kesê ku herikîn jê tê ev in. Zilamê menî jê hatiye,
jina bi potan ketiye û zilamê ku bi jina qirêj re razaye wê qirêj bên hesibandin.
Piştî mirina herdu kurên Harûn ên ku nêzîkî Xudan bûbûn û miribûn,
Xudan ji Mûsa re got: “Ji kekê xwe Harûn re bêje bila herdem neçe Cihê Herî Pîroz. Heke herdem pişt perdeyê û nêzîkî derxûnê ku li ser Sindoqa Peymanê ye biçe, wê bimire. Çimkî ez li ser derxûn, di nav ewran de xuya dibim.
Wê Harûn bi conegayekî pêşkêşiya paqijiyê û beranekî qurbana şewitandinê bikeve Cihê Herî Pîroz.
Wê mîntanê kitan û derpiyên kitan li xwe bike, şûtikê kitan li nava xwe girê bide û şaşika kitan li serê xwe bipêçe. Ev kincên pîroz in. Wê bedena xwe bi avê bişo û wan li xwe bike.
Wê civaka Îsraêl, wekî pêşkêşiya paqijiyê du nêrî û wekî qurbana şewitandinê jî beranekî bide Harûn.
“Wê Harûn wekî pêşkêşiya paqijiyê conegayek ji bo xwe pêşkêş bike. Wê ji bo xwe û mala xwe kefaretê bide.
Piştre wê herdu nêriyan hilde û bibe hizûra Xudan, ber deriyê Konê Hevdîtinê.
Wê Harûn pişkan li ser herduyan bavêje. Wê yek ji Xudan re, yek ji Ezazel re bikeve.
Wê Harûn nêriyê ku bi pişk ji Xudan re ketiye bîne û wekî pêşkêşiya paqijiyê pêşkêş bike.
Lê wê nêriyê ku bi pişk ji Ezazel re ketiye, wekî kefareta ji bo gel, bi saxî pêşkêşî Xudan bike. Wê wî berde çolê û bişîne ba Ezazel.
“Wê Harûn ji bo xwe, wekî pêşkêşiya paqijiyê conegê bîne, ji bo xwe û mala xwe kefaretê bide. Wê wî wekî pêşkêşiya paqijiyê ji bo xwe serjê bike.
Wê bixûrdankek ku bi perengên êgir ên ji ser gorîgehê tije kiriye û du destên ku bi bixûra bêhnxweş a ku hûr hatiye tijekirin, hilde derbasî pişt perdeyê bibe.
Wê li hizûra Xudan bixûrê bavêje ser perengên êgir ku dûyê bixûrê wekî ewran derxûnê li ser Sindoqa Şahidiyê ye, binixême. Yan na wê ew bimire.
Wê ji xwîna conegê jî hilde û bi tiliya xwe bi ser derxûn ve û bi ser pêşiya derxûn ve bireşîne. Wê bi tiliya xwe heft caran li pêş derxûn xwînê bireşîne.
“Piştre wê ji bo gel nêriyê pêşkêşiya paqijiyê serjê bike, xwîna wî bibe pişt perdeyê û çawa ku bi xwîna conegê kir, wê xwîna nêrî jî bi ser derxûn ve û bi pêşiya derxûn ve bireşîne.
Bi vî awayî wê di ber qirêjiyên gelê Îsraêl de, di ber guneh û neheqiyên wan de, ji bo Cihê Herî Pîroz kefaretê bide. Wê ji bo Konê Hevdîtinê vê bike, çimkî di nava qirêjiyên mirovan de dimîne.
Di dema Harûn diçe Cihê Herî Pîroz û ji bo xwe, mala xwe û tevahiya civaka Îsraêl kefaretê dide de, heta ku ew derkeve derve, wê tu kes li Konê Hevdîtinê nemîne.
Paşê wê Harûn derkeve here gorîgeha ku li hizûra Xudan e û ji bo wê kefaretê bide. Wê ji xwîna conegê û ji xwîna nêrî hilde û seredor di qiloçên gorîgehê de bide.
Wê bi tiliya xwe xwînê heft caran bi ser gorîgehê ve bireşîne. Bi vî awayî wê gorîgehê ji qirêjiyên gelê Îsraêl paqij û pîroz bike.
“Piştî ku Harûn paqijî û kefareta Cihê Herî Pîroz, Konê Hevdîtinê û gorîgehê qedand, wê nêrî bi saxî bîne.
Wê Harûn herdu destên xwe deyne ser serê nêriyê sax û li hemû neheqî, serhildan û gunehên gelê Îsraêl mikur bê. Bi vî awayî wê van bide ser serê nêrî û bi zilamekî ku ji bo vî karî hatiye tayînkirin, nêrî berde çolê.
Wê nêrî, hemû sûcên gelê Îsraêl lê barkirî here diyarekî bêber. Wê zilam nêrî berde çolê.
“Piştre wê Harûn bikeve Konê Hevdîtinê. Gava bikeve Cihê Herî Pîroz, wê cilên kitan ên li xwe kirine derîne û li wir bihêle.
Wê li dereke pîroz bedena xwe bi avê bişo û kincên xwe li xwe bike. Piştre wê derkeve, qurbanên şewitandinê yên ku ji bo wî û ji bo gel pêşkêş bike û ji bo xwe û gel kefaretê bide.
Wê bezê pêşkêşiya paqijiyê li ser gorîgehê bişewitîne.
“Zilamê ku nêriyê ji bo Ezazel berdaye çolê, wê kincên xwe û bedena xwe bi avê bişo. Paşê dikare bikeve artêşgehê.
Wê conega û nêriyê ku wekî pêşkêşiya paqijiyê hatine pêşkêşkirin û xwîna wan ji bo kefaretdayînê anîne Cihê Herî Pîroz, derxin derveyî artêşgehê. Li wir wê rêx, eyar, goştên wan bê şewitandin.
Kesê ku ev şewitandin, wê kincên xwe û bedena xwe bişo û piştre dikare bikeve artêşgehê.
“Wê ev ji bo we qanûneke herheyî be. Hûnê di roja dehê meha heftan de, dev ji nefsa xwe berdin û wê tu kes Îsraêlî û xerîbên di nav xwe de nexebitîne.
Çimkî wê rojê, ji bo paqijbûna we, wê kefaret bê dayîn. Hûnê li hizûra Xudan ji hemû gunehên xwe paqij bibin.
Ew roj, ji bo we Roja Septê ya bêhnvedanê ye. Hûnê dev ji nefsa xwe berdin. Ev qanûneke herheyî ye.
Di nifşên bê de, wê kahinê ku hatiye kifşkirin û di cihê bavê xwe de hatiye tayînkirin vê kefaretê bide. Wê kincên pîroz ên kitan li xwe bike.
Wê ji bo Cihê Herî Pîroz, pêşiya Konê Hevdîtinê û gorîgehê kefaretê bide. Wê ji bo kahinan û tevahiya civakê kefaretê bide.
Wê ev ji bo we bibe qanûneke herheyî. Salê carekê, ji bo tevahiya gunehên gelê Îsraêl kefaret bê dayîn.” Çawa ku Xudan li Mûsa emir kiriye, Harûn wiha kir.
Xudan ji Mûsa re got:
“Bi Harûn, kurên wî û bi tevahiya gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Ya ku Xudan emir kiriye ev e:
Her kesê ji Mala Îsraêl ku li artêşgehê yan li derveyî artêşgehê, gayek, miyek an bizinekî serjê bike
û wekî pêşkêşiya ji Xudan re neyîne ber deriyê Konê Hevdîtinê, ber Meskenê Xudan, wê li ser wî zilamî xwîn bê hesibandin. Ji bo ku wî xwîn rijandiye, wê ji nav gelê xwe bê avêtin.
Ev wisa ye ku wê gelê Îsraêl qurbanên ku li çolê serjê dikin, li hizûra Xudan bidin kahin, li ber deriyê Konê Hevdîtinê û wekî qurbana aştiyê pêşkêşî Xudan bikin.
Wê kahin xwînê li ber deriyê Konê Hevdîtinê, bi ser gorîgeha Xudan ve bireşîne û bezê wê bişewitîne ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.
Bi vî awayî wê gelê Îsraêl êdî qurbanên xwe pêşkêşî nêriyên cinoyî neke. Wê ev ji bo hemû nifşên wan qanûneke herheyî be.’
“Ji wan re bêje: ‘Kesê ji Mala Îsraêl an ji xerîbên di nav wan de dijîn ku qurbana şewitandinê yan qurbaneke din pêşkêş bike
û ji bo ku wê pêşkêşî Xudan bike, neyîne ber deriyê Konê Hevdîtinê, wê ji nav gelê xwe bê avêtin.
“‘Heke kesê ji Mala Îsraêl an ji xerîbên di nav wan de dijîn, çi cure xwînê daqurtîne, ezê bi hêrs berê xwe bidim wî û ji nav gel bavêjim.
Çimkî canê goşt di xwînê de ye û min ew da we ku hûn li ser gorîgehê ji bo canên xwe kefaretê bidin. Ya ku ji bo can dibe kefaret, xwîn e.
Loma min ji gelê Îsraêl re got: Wê tu kesek ji nav we xwînê nexwe, wê tu xerîbê di nav we de dimîne jî xwînê nexwin.
“‘Kesê ji gelê Îsraêl û ji xerîbên di nav we de dimînin ku çivîk an heywanekî goştê wî tê xwarin nêçîr bike, wê xwîna wî birijîne û bi axê veşêre.
Çimkî canê goşt di xwînê de ye. Loma min ji gelê Îsraêl re got: Hûnê xwîna tu goştî nexwin. Canê hemû goştî di xwîna wî de ye. Kesê xwînê bixwe, wê ji nav gelê xwe bê avêtin.
“‘Çi welatî çi jî xerîb, hemû kesên ji we ku ji termê heywanê bi xwe miriye yan ji aliyê heywanekî çolê ve hatiye perçekirin bixwe, wê kincên xwe bişo, serê xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin. Piştre wê paqij bibe.
Heke ew kincên xwe û serê xwe neşo, wê bê cezakirin.’”
Xudan ji Mûsa re got:
“Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Ez Xwedayê we Xudan im.
Hûnê li gorî kirinên welatê Misrê nekin ku hûn li wir diman. Hûnê li gorî kirinên welatê Kenanê jî nekin ku ez we dibim wir. Hûnê li gorî qanûnên wan tevnegerin.
Li gorî rê û rêbazên min, hûnê tevbigerin. Hûnê qanûnên min pêk bînin. Ez Xwedayê we Xudan im.
Hûnê qanûn û rêbazên min pêk bînin. Kesê ku van tiştan bike, wê bi saya wan bijî. Xudan ez im.
“‘Wê tu kes ji bo ku tazîbûna merivekî xwe veke, nêzîk nebe. Ez Xudan im.
Tê tazîbûna diya xwe venekî ku namûsa bavê te ye. Ew diya te ye. Tê tazîbûna wê venekî.
Tê tazîbûna jina bavê xwe venekî. Ew namûsa bavê te ye.
Tê tazîbûna xwişkên xwe yên ji diya xwe yan ji bavê xwe, çi heq çi jî dêmarî venekî.
Tê tazîbûna keça keça xwe yan keça kurê xwe venekî. Çimkî namûsa wan namûsa te ye.
Tê tazîbûna keça jina bavê xwe venekî. Ew ji bavê te ye û xwişka te ye.
Tê tazîbûna xwişka bavê xwe venekî. Ew namûsa bavê te ye.
Tê tazîbûna xaltîka xwe venekî. Ew namûsa diya te ye.
Tê tazîbûna jina apê xwe venekî, tê nêzîkî wê nebî. Ew jinapa te ye.
Tê tazîbûna bûka xwe venekî. Ew jina kurê te ye. Tê tazîbûna wê venekî.
Tê tazîbûna jina birayê xwe venekî. Ew namûsa birayê te ye.
Tê tazîbûna jinekê û keça wê venekî. Tê tazîbûna keça keça wê yan keça kurê wê jî venekî. Ew merivên wê ne. Nêzîkbûna wan riswatî ye.
Heta ku jina te dijî, tê xwişka wê ji xwe re nestînî û tazîbûna wê venekî.
“‘Tê xwe nêzîkî jina bi potan ketiye û qirêj bûye nekî. Tê tazîbûna wê venekî.
Tê bi jina cîranê xwe re ranezî. Tê xwe pê qirêj nekî.
Ji bo ku ji Molekê îlah re di êgir de bê qurbankirin, tê tu kes ji ziriyeta xwe nedî. Tê bi vî awayî navê Xwedê xerab nekî. Xudan ez im.
Çawa ku mêrek bi jinekê re radize, tê bi mêrekî re ranezî. Ev kirêt e.
Tê bi heywanan re ranezî. Tê bi vî awayî xwe qirêj nekî. Wê tu jin jî nêzîkî heywanekî nebe ku pê re razê. Ev kirêtî ye.
“‘Bi van kirinan xwe qirêj nekin. Çimkî miletên ku ezê ji ber we biqewitînim, xwe bi wan qirêj kirin.
Loma welat qirêj bû. Ji ber neheqiya wî, min welat ceza kir û welat jî şêniyên xwe vedireşe.
Welatî û xerîbên di nav we de dimînin, hûnê qanûn û rêbazên min pêk bînin û van tiştên kirêt nekin.
Çimkî tevahiya kesên beriya we li welêt rûdiniştin, ev tiştên kirêt kirin û welat qirêj bû.
Heke hûn jî welêt qirêj bikin, wê welat, çawa ku kesên beriya we vereşandin, we jî vereşîne.
“‘Her kesê ji van tiştên kirêt bike, wê ji nav gelê xwe bê avêtin.
Peywirên min pêk bînin û van tiştên kirêt nekin ku hûn qirêj nebin. Xwedayê we Xudan ez im.’”
Xudan ji Mûsa re got:
“Bi tevahiya civaka Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Pîroz bin, çimkî ez Xwedayê we Xudan pîroz im.
“‘Hûnê ji dê û bavê xwe re hurmetê nîşan bidin û rojên min ên Septê bigirin. Xwedayê we Xudan ez im.
“‘Berê xwe nedin pûtan û ji xwe re îlahên rijandî çênekin. Xwedayê we Xudan ez im.
“‘Gava hûn qurbana aştiyê pêşkêşî Xudan dikin, bi awayekî ku ji bo xatirê we bê qebûlkirin pêşkêş bikin.
Wê goştê qurbana we, roja ku we serjê kiriye yan dotira rojê bê xwarin. Goştê ku heta roja sisêyan bimîne wê bê şewitandin.
Heke roja sisêyan perçeyek jî bê xwarin, wê qirêj bê hesibandin. Wê neyê qebûlkirin.
Kesê jê bixwe, wê sûcdar bê hesibandin. Çimkî wî tiştê ku ji Xudan re pîroz e, mirdar kir. Wê ew kes ji nav gelê xwe bê avêtin.
“‘Gava hûn berê li welatê xwe hildin, hûnê hemû kujên zeviyê bi tevahî nedin hev û simbilên ji dexil mayî necivînin.
Di çûna ser rezan de hûnê hemûyan nedin hev û tiriyê ketine erdê berhev nekin. Hûnê wan ji bo bindest û xerîban bihêlin. Xwedayê we Xudan ez im.
“‘Hûnê nedizin, hîle nekin û ji hev re derewan nekin.
Hûnê bi navê min bi derewan sond nexwin û navê Xwedayê xwe mirdar nekin. Xudan ez im.
“‘Tê neheqiyê li cîranê xwe nekî û wî neşelînî. Tê heqdestê karkeran nehêlî serê sibê.
Tê naletê li kesê ker neyînî û tiştekî terpilînê daneyînî ser riya kesê kor. Tê ji Xwedayê xwe bitirsî. Xudan ez im.
“‘Di dadbarkirinê de tê neheqiyê nekî. Tê ferq û meyliya belengaz û hêzdaran nekî. Tê ji cîranê xwe re rast bî.
Tê di nav gel de fesadiyê nekî. Tê bi vî awayî zirarê nedî cîranê xwe. Xudan ez im.
“‘Tê di dilê xwe de ji birayê xwe nefretê nekî. Gava cîranê te guneh kir, tê wî hişyar bikî. Yan na tê jî sûcdar bê hesibandin.
Tê heyfê nestînî û ji nav gel kîna kesî negirî. Tê wekî xwe ji cîranê xwe hez bikî. Xudan ez im.
“‘Qanûnên min pêk bînin. Du heywanên ku cureyên wan cuda ne, ranekin ser hev. Du tovên cuda li zeviya xwe neçînin. Kincên ji du tayên cuda hatine çêkirin li xwe nekin.
“‘Heke zilamek bi cariyeyekê re razê û ew bi dergistî be, lê berdêla wê nehatibe dayîn an nehatibe azadkirin, wê herdu jî bên cezakirin lê neyên kuştin. Çimkî jinik ne azad e.
Wê zilam ji Xudan re wekî pêşkêşiya berdêlê, beranekî bîne ber deriyê Konê Hevdîtinê.
Wê kahin, ji bo wî beranê pêşkêşiya paqijiyê li hizûra Xudan wekî kefaretê bide û gunehê ku kiriye jê re bê bexişandin.
“‘Gava hûn çûn welatê Kenanê û we darên fêkiyan danîn, hûnê sê salên pêşî fêkiyên wan qirêj bihesibînin. Ew ji bo we qirêj tên hesibandin û wê neyên xwarin.
Lê di sala çaran de hemû fêkiyên darê, wê wekî pêşkêşiya spasiyê ya ji bo Xudan, pîroz bên hesibandin.
Di sala pêncan de hûnê fêkiyên wan bixwin. Bi vî awayî wê dar hê bêtir fêkî bidin. Ez Xwedayê we Xudan im.
“‘Hûnê tu tiştekî bi xwîn nexwin. Hûnê sêrbazî û remildariyê nekin.
Hûnê porê xwe yê li kêleka serê xwe nekusînin û dest nedin keviyên rihê xwe.
Hûnê ji bo miriyan di bedena xwe de birînan venekin, di çermê xwe de deqan çênekin. Xudan ez im.
“‘Tê keça xwe nekî fahîşe. Tê bi vî awayî wê mirdar nekî. Yan na wê welat jî fahîşetiyê bike û tê de riswatî tije bibe.
Hûnê rojên min ên Septê bigirin û rûmetê ji Pîrozgeha min re nîşan bidin. Xudan ez im.
“‘Berê xwe nedin cinbazan û kesên bi ruhan dişêwirin. Li wan negerin. Bila ew we qirêj nekin. Xwedayê we Xudan ez im.
“‘Hûnê li ber rîspiyan rabin ser xwe û ji kesên kal re hurmetê nîşan bidin. Hûnê ji Xwedayê xwe bitirsin. Xudan ez im.
“‘Heke li welatê we xerîbek di nav we de bimîne, hûnê zordariya wî nekin.
Wê xerîbê di nav we de dimîne wekî welatî be. Hûnê wekî xwe ji xerîban hez bikin, çimkî hûn jî li welatê Misrê xerîb bûn. Xwedayê we Xudan ez im.
“‘Dema hûn dadbar dikin, dema hûn dipîvin, dijmêrin û dikişînin neheqiyê nekin.
Hûnê mêzîna rast, kevirên rast, efa û hîna rast bixebitînin. Xwedayê we Xudanê ku hûn ji welatê Misrê deranî ez im.
Hûnê hemû qanûnên min, hemû rê û rêbazên min bikin û pêk bînin. Xudan ez im.’”
Xudan ji Mûsa re got:
“Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Kesekî ji gelê Îsraêl an ji xerîbên di nav we de dimînin ku zarokekî xwe pêşkêşî Molekê îlah bike, wê esse bê kuştin. Wê gelê welêt wî bide ber keviran.
Ezê bi hêrs berê xwe bidim wî û ji nav gel bavêjim. Çimkî wî ji ziriyeta xwe pêşkêşî Molekê îlah kir û bi vî awayî Pîrozgeha min qirêj kir û navê min ê pîroz mirdar kir.
Heke gava ew zarokê xwe pêşkêşî Molek bike, gelê welêt jê re çavên xwe bigire û wî nekuje,
ezê bi hêrs berê xwe bidim wî kesî û malbata wî. Ezê wî û her kesê li pey wî bi Molek bêbextî bike ji nav gelê xwe bavêjim.
“‘Her kesê ku berê xwe bide cinbazan û kesê bi ruhan dişêwire, bi vî awayî bêbextî dike. Ezê bi hêrs berê xwe bidim wan û ji nav gelê xwe bavêjim.
Loma xwe pîroz bikin û pîroz bin. Çimkî ez Xwedayê we Xudan im.
Hûnê qanûnên min bikin û pêk bînin. Xudanê ku hûn pîroz dikin ez im.
“‘Her kesê ku naletê li diya xwe yan li bavê xwe bîne, wê esse bê kuştin. Ji ber ku wî naletê li diya xwe yan li bavê xwe aniye, xwîna wan li ser wan e.
“‘Heke zilam bi jina kesekî din re zinayê bike, wê hem ew zilam, hem ew jin esse bên kuştin.
Kesê ku bi jina bavê xwe re razê, tazîbûna bavê xwe vekiriye. Loma wê herdu esse bên kuştin. Xwîna wan li ser wan e.
Heke zilamek bi bûka xwe re razê, wê herdu esse bên kuştin. Wan kirêtî kiriye, xwîna wan li ser wan e.
Heke zilamek, çawa ku bi jinekê re razê bi mêrekî re razê, wan tiştekî kirêt kiriye, wê ew esse bên kuştin. Xwîna wan li ser wan e.
Heke zilamek hem bi jinekê û hem jî bi diya wê re bizewice, ev riswatî ye. Ji bo ku riswatiyên wiha di nav we de çênebin, wê her sê bên şewitandin û kuştin.
Zilamek ku bi heywanekî re razê, wê esse bê kuştin. Hûnê vî heywanî jî bikujin.
Heke jinek, ji bo ku xwe bide heywanekî nêzîkî wî bibe, hûnê haywan û jinê bikujin. Xwîna wan li ser wan e.
“‘Heke zilamek xwişka xwe ya ji diya xwe yan ji bavê xwe, ji xwe re bistîne, tazîbûna wê bibîne û jinik jî tazîbûna wî bibîne, ev şerm e. Wê bi eşkereyî ji nav gel bên avêtin, çimkî wî tazîbûna xwişka xwe vekiriye. Wê sûcdar bê hesibandin.
Heke zilamek bi jina bi potan ketiye re razê û tazîbûna wê veke, wî dera wê ya ku diherike vekiriye û jinikê jî dera xwe ya ku diherike vekiriye. Wê herdu ji nav gel bên avêtin.
“‘Hûnê tazîbûna xaltîka xwe û meta xwe venekin, çimkî ew namûsa merivên we ne. Wê sûcdar bên hesibandin.
Kesê ku bi jina apê xwe re razê, wî tazîbûna apê xwe vekiriye. Wê herdu sûcdar bên hesibandin û bêzarok bimirin.
Heke zilamek jina birayê xwe bistîne, ev kirêtî ye. Wî tazîbûna birayê xwe vekiriye, wê nebe xweyî zarok.
“‘Hûnê hemû qanûnên min û hemû rê û rêbazên min bikin û pêk bînin ku ew welatê hûn lê bijîn ez we dibimê, we venereşe.
Hûnê di rê û rêbazên miletên ku ez ji pêş we berdidim wan de rêve neçin. Ji bo ku wan ev tişt kirin, min ji wan nefret kir.
Lê min ji we re got: Hûnê axa wan mîras bistînin. Ezê wî welatê ku şîr û hingiv jê diherike bi milkî bidim we. Xwedayê we Xudanê ku hûn ji miletên din veqetandin ez im.
“‘Hûnê heywanê qirêj ji heywanê paqij û çivîka qirêj ji çivîka paqij veqetînin. Hûnê xwe bi heywanan, bi çivîkan an bi afirîdên bi erdê ve dişêlin ve kirêt nekin ku min ji bo we qirêj dihesibîne.
Hûnê ji bo min pîroz bin, çimkî ez Xudanê pîroz im. Ji bo ku hûn bibin ên min, min hûn ji gelên din veqetandin.
“‘Çi zilam çi jî jina cinbaz an bi ruhan dişêwire, wê esse bê kuştin. Wê ew bên kevirkirin, xwîna wan li ser wan e.’”
Xudan ji Mûsa re got: “Ji kurên Harûn, ji kahinan re wiha bêje:
‘Wê yekî ji kahinan ji bo merivên mirî xwe qirêj neke. Ji xeynî ji bo merivekî xwe yê nêzîk; diya xwe, bavê xwe, kurê xwe, keça xwe, birayên xwe,
xwişka xwe ya ku li ba wî dimîne û nezewiciye, ew bi tenê ji bo wan dikare xwe qirêj bike.
Lê wê wekî mezinekî nav gel xwe qirêj û mirdar neke.
“‘Gava kahin şînê dikin, wê xwe kur nekin, keviyên rihê xwe kur nekin û bedena xwe birîndar nekin.
Wê ji bo Xwedayê xwe pîroz bin û navê Xwedayê xwe xerab nekin. Çimkî pêşkêşiyên şewitandinê wekî xwarin pêşkêşî Xwedayê xwe Xudan dikin. Loma wê pîroz bin.
Wê kahin bi fahîşeyan re, bi jinên ku hatine qirêjkirin û bi jinên ku ji mêrên xwe berdayî re nezewicin. Çimkî kahin ji bo Xwedayê xwe pîroz in.
Hûnê wan pîroz bihesibînin, çimkî wekî xwarin pêşkêşiyan ji Xwedayê we re pêşkêş dikin. Loma wê ji bo we pîroz bin. Çimkî ez pîroz im, Xudanê ku we pîroz dike ez im.
Heke keça kahinekî fahîşetiyê bike û xwe mirdar bike, ew bavê xwe jî mirdar dike. Wê bê şewitandin.
“‘Serkahinê ku di nav kahinên din de mezin bûye, rûnê kifşkirinê li serê wî hatiye rijandin û kincên taybet li xwe dike, wê porê xwe neyîne xwarê û kincên xwe neçirîne.
Wê nêzîkî tu miriyekî nebe. Wê ji bo diya xwe û ji bo bavê xwe jî xwe qirêj neke.
Wê ji Pîrozgehê dernekeve û Perestgeha Xwedê mirdar neke. Çimkî rûnê kifşkirinê li ser serê wî ye ku wî vediqetîne. Ez Xudan im.
Jina ku wê Serkahin pê re bizewice, divê bakîre be.
Wê bi jinebiyekê, jina ku ji mêrên xwe berdayî, jina ku hat qirêjkirin an fahîşe re nezewice. Ew tenê dikare bi keçekê bakîre ya ji gelê xwe re bizewice.
Bi vî awayî wê di nav gelê xwe de ziriyeta xwe mirdar neke. Xudanê ku wî pîroz dike ez im.’”
Xudan ji Mûsa re got:
“Ji Harûn re bêje: ‘Ji ziriyeta te kesê biqisûr be, wê nêzîkî gorîgehê nebe ku nanê Xwedê pêşkêş bike.
Çimkî tu kesê biqisûr wê nêzîk nebe; kesê kor, kulek, rûyê derbxwarî, kesê beşekî ji bedena wî zêde mezin bûye,
kesê dest an lingê wî şikestî ye,
kesê qop e, kesê acûc e, kesê çav biqisûr e, nexweşê gurîtiyê, kesê birîna wî qalik girtiye yan jî gunikê wî hatiye perçiqandin.
Kesê ziriyeta Harûnê Kahin ku qisûreke wî heye, wê tu caran nêzîk nebe ku pêşkêşiya Xudan a şewitandinê pêşkêş bike. Ji bo ku ew biqisûr e, wê nêzîkî gorîgehê nebe ku pêşkêşiyên dexlê pêşkêşî Xwedayê xwe bike.
Ew dikare ji xwarinên Xwedê yên pîroz û herî pîroz bixwe.
Lê wê nêzîkî perdeyê û gorîgehê nebe, ew biqisûr e. Wê derên min ên pîroz mirdar neke. Çimkî ez Xudan im ku min ew pîroz kirine.’”
Mûsa ev ji Harûn û kurên wî re û ji hemû gelê Îsraêl re got.
Xudan ji Mûsa re got:
“Ji Harûn û kurên wî re bêje: ‘Bila ji bo pêşkêşiyên pîroz ên ku gelê Îsraêl pêşkêşî min dikin baldar bin ku navê min ê pîroz xerab nebe. Ez Xudan im.’
Ji wan re bêje: ‘Heke kesekî ji ziriyeta we di nav hemû nifşên we de, gava qirêj dibe, nêzîkî pêşkêşiyên pîroz bibe ku gelê Îsraêl pêşkêşî min dike, wê ji hizûra min bê avêtin. Ez Xudan im.
“‘Kesê ji ziriyeta Harûn ku bi nexweşiya çerman ketibe yan herikîna wî hebe, heta ku paqij nebe, wê ji pêşkêşiyên pîroz nexwe. Kesê bi tiştekî ku cendek pê bûye bibe û mirdar bûye, kesê menî jê diherike,
kesê bi afirîdê ku bi erdê ve dişêle û mirovan mirdar kiriye bibe, qirêjbûna wî ji çi dibe bila be,
her kesê ku bi tiştekî wiha dibe, wê heta êvarê qirêj bê hesibandin û heta ku bedena xwe neşo, wê ji pêşkêşiyên pîroz nexwe.
Gava roj çû ava wê paqij bibe û bikaribe pêşkêşiyên pîroz bixwe. Çimkî ev xwarina wî ye.
Wê ji laşê heywanên çolê yê ku mirî hatiye dîtin an ji aliyê heywanên din ve hatiye perçekirin nexwe û bi vî awayî xwe qirêj neke. Ez Xudan im.
“‘Wê kahin peywirên min pêk bînin. An na wê sûcdar bên hesibandin û ji ber vê yekê bimirin. Xudanê ku ew pîroz kirine ez im.
“‘Ji xeynî malbata kahin, wê tu kes ji pêşkêşiya pîroz nexwe, ne xerîbên li ba kahin dijîn û ne jî kesên li ba wan biheq dixebitin.
Lê koleyên ku kahin bi pere kirîne û kesên ku li mala wî hatine dinyayê dikarin jê bixwin.
Keça kahin a ku bi kesekî ne kahin re zewiciye, wê ji pêşkêşiyên pîroz nexwe.
Lê keça kahin a jinebî yan mêrê xwe berdayî ku zarokên wê çênebûne û ziviriye mala bavê xwe ya ku di ciwaniya xwe de lê dima, dikare ji nanê bavê xwe bixwe. Tu kesê ne kahin nikare jê bixwe.
“‘Heke kesek bi nezanî ji tiştê pîroz bixwe, wê ji pêncan yekê wî deyne ser û bide kahin.
Wê tu kes pêşkêşiyên pîroz ên ku gelê Îsraêl pêşkêşî Xudan dikin mirdar neke.
An na, wê ew kes sûcê xwarina van pêşkêşiyên pîroz bîne ser kesên din jî. Çimkî Xudanê ku wan pîroz dike ez im.’”
Xudan ji Mûsa re got:
“Bi Harûn, kurên wî û tevahiya gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Kesê ji Mala Îsraêl an ji xerîbên li welatê Îsraêl dimînin, gava nedreke sozdanê, pêşkêşiyeke şewitandinê ku pêşkêşiya dilxwaziyê ye, pêşkêşî Xudan bike,
ji bo ku ji bo we bê qebûlkirin, pêşkêşiya dewar, mî yan bizin, divê nêr û bêqisûr be.
Hûnê tiştê biqisûr pêşkêş nekin, çimkî wê ji bo we neyê qebûlkirin.
Her kesê bixwaze qurbana aştiyê wekî nedreke sozdanê yan wekî pêşkêşiyeke dilxwaziyê pêşkêşî Xudan bike, ji pêz an dewêr, ji bo ku ew bê qebûlkirin divê bêqisûr be. Wê tu qisûr tê de tunebe.
Hûnê heywanekî kor, seqet, birîndar an birîna wî kêmgirtî, gurî yan bi qalik pêşkêşî Xudan nekin. Hûnê wekî pêşkêşiya şewitandinê, tu heywanekî wiha li ser gorîgehê pêşkêşî Xudan nekin.
Hûn dikarin ga yan pezê ku di beşekî ji bedena wî de zêdehî yan kêmahî heye, wekî pêşkêşiya dilxwaziyê pêşkêş bikin. Lê wê wekî nedra sozdanê neyê qebûlkirin.
Hûnê heywanekî batîlêdayî, hincirandî, li hev badayî yan jêkirî pêşkêşî Xudan nekin. Hûnê li welatê xwe vê yekê nekin.
Hûnê heywanên wiha ji xerîban nestînin û wekî xwarin pêşkêşî Xwedayê xwe nekin. Çimkî ew xerab û biqisûr in, wê ji bo we neyên qebûlkirin.’”
Xudan ji Mûsa re got:
“Gava golik, berxik an karikek çêbe, wê heft rojan li ba maka xwe bimîne. Ji roja heştan û pêve ew dikare wekî pêşkêşiya şewitandinê ji Xudan re bê pêşkêşkirin û qebûlkirin.
Lê çi dewar, çi pez, hûnê heywanekî bi têjikê wî re di heman rojê de serjê nekin.
“Gava hûn pêşkêşiya şikirdariyê pêşkêşî Xudan dikin, hûnê wê wisa pêşkêş bikin ku ji bo we bê qebûlkirin.
Wê goştê wê di heman rojê de bê xwarin. Hûnê nehêlin dotira rojê. Ez Xudan im.
“Hûnê emrên min bikin û pêk bînin. Ez Xudan im.
Hûnê navê min ê pîroz xerab nekin. Ezê di nav gelê Îsraêl de pîroz bêm zanîn. Ez Xudan im, ez we pîroz dikim.
Ji bo ku ez bibim Xwedayê we min hûn ji welatê Misrê deranîn. Xudan ez im.”
Xudan ji Mûsa re got:
“Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Cejnên min, cejnên Xudan ên ku hûnê wekî civînên pîroz diyar bikin, ev in.
“‘Hûnê şeş rojan bixebitin. Lê roja heftan Sept e, roja bêhnvedanê û civîna pîroz e. Hûnê tu karekî nekin. Li hemû derên ku hûn dijîn, ev ji Xudan re Sept e.
“‘Cejnên Xudan, civînên pîroz ên ku hûnê di rojên kifşkirî de diyar bikin ev in:
Ber êvara çardehê meha pêşî, wê bibe Cejna Derbasbûnê ya Xudan.
Roja panzdehan a heman mehê jî Cejna Nanê Şikeva ya Xudan e. Hûnê heft rojan nanê şikeva bixwin.
Hûnê di roja pêşî de civîneke pîroz çêkin. Hûnê karê xwe yê rojane nekin.
Hûnê heft rojan pêşkêşiyên şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin û wê di roja heftan de civîna pîroz be. Hûnê karên xwe yên rojane nekin.’”
Xudan ji Mûsa re got:
“Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Gava hûn werin welatê ez didim we û berê wê hilînin, hûnê qevdekî ji berê pêşî bidin kahin.
Wê kahin roja piştî Septê wî li hizûra Xudan bihejîne ku hûn bên qebûlkirin.
Di roja ku qevd hatiye hejandin de, hûnê wekî pêşkêşiya şewitandinê berxekî bêqisûr ê yeksalî pêşkêşî Xudan bikin.
Hûnê bi berx re, wekî pêşkêşiya dexlê ji dehan duduyê efaya arvanê hûr a ku bi zeytê hatiye hevîrkirin pêşkêşî Xudan bikin. Wê pêşkêşiya şewitandinê ew be ku bêhna wê bi Xudan xweş tê. Bi vê re jî hûnê wekî pêşkêşiya rijandinê çarîka hînekê şerabê pêşkêş bikin.
Heta we pêşkêşiya Xwedayê xwe anî, tam heta wê rojê, hûnê nan, genimê qelandî û simbilên teze nexwin. Li her dera ku hûn dijîn, wê ev di nav nifşên we de qanûneke herheyî be.
“‘Ji roja piştî Septê, ji roja ku we qevdê hejandinê bir pê ve hûnê destpê bikin û heft hefteyan bijmêrin.
Heta roja piştî Septa heftan pêncî rojan bijmêrin û wê rojê pêşkêşiya dexlê ya nû pêşkêşî Xudan bikin.
Ji dera hûn lê dijîn, hûnê wekî pêşkêşiya raberkirinê du nanî bînin. Wê nan ji berê pêşî bin û ji dehan duduyê efayeke arvanê hûr hatibin çêkirin. Wê ji bo Xudan bin û bi hevîrtirş hatibin pehtin.
Hûnê bi nên re heft berxên nêr ên yeksalî û bêqisûr, conegayek û du beranan pêşkêş bikin. Wê ev bi pêşkêşiya dexlê û pêşkêşiya rijandinê re, qurbana şewitandinê ya Xudan be. Wê ev pêşkêşiya şewitandinê bin a ku bêhna wan bi Xudan xweş tê.
Hûnê wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyekî, wekî qurbana aştiyê du berxên nêr ên yeksalî pêşkêş bikin.
Wê kahin du berxan, bi nanê ku ji berê pêşî hatiye çêkirin re, li hizûra Xudan bihejîne. Ev pêşkêşiyên ku ji Xudan re pîroz in, ji kahin re ne.
Di wê rojê de hûnê civîna pîroz bikin û karên xwe yên rojane nekin. Li her dera ku hûn dijîn, wê ev di nav nifşên we de qanûneke herheyî be.
“‘Gava we berê welatê xwe hilanî, hûnê kujên zeviyên xwe bi tevahî neçinin, simbilên ku dikevin erdê nedin hev. Hûnê wan ji bo bindest û xerîban bihêlin. Xwedayê we Xudan ez im.’”
Xudan ji Mûsa re got:
“Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Roja pêşî ya meha heftan roja bêhnvedanê ye, wê borî bê lêxistin, civîna pîroz û bîranînê bê çêkirin.
Hûnê wê rojê karê xwe yê rojane nekin û pêşkêşiya şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin.’”
Xudan ji Mûsa re got:
“Roja dehê meha heftan jî roja kefaretê ye. Hûnê civîneke pîroz çêkin û hûnê dev ji nefsa xwe berdin. Hûnê pêşkêşiya şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin.
Hûnê tevahiya wê rojê tu karekî nekin. Çimkî ew roja kefaretê ye ku ji bo we li hizûra Xudan kefaret bê dayîn.
Kesê ku wê rojê dev ji nefsa xwe bernedabe, wê ji nav gelê xwe bê avêtin.
Kesê ku wê rojê karekî bike, ezê ji nav gel tune bikim.
Hûnê tu karekî nekin. Li her dera ku hûn dijîn, wê ev di nav nifşên we de qanûneke herheyî be.
Wê ew roj ji bo we roja bêhnvedanê be û hûnê dev ji nefsa xwe berdin. Di roja nehê mehê de, hûnê ji êvarê heta êvara din Septa xwe bigirin.”
Xudan ji Mûsa re got:
“Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Di panzdehê meha heftan de Cejna Holikan a ji bo Xudan destpê dike û heft rojan dajo.
Wê di roja pêşî de civîna pîroz bê çêkirin û hûnê karê xwe yê rojane nekin.
Hûnê heft rojan pêşkêşiyên şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin. Hûnê di roja heştan de civîneke pîroz çêkin û pêşkêşiyên şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin. Ev civîna mezin e, hûnê karê xwe yê rojane nekin.
“‘Cejnên Xudan ên ku hûnê wekî civînên pîroz diyar bikin ev in. Hûnê van pêşkêşiyên Xudan ên şewitandinê bikin; qurbanên şewitandinê û qurbanên din, pêşkêşiyên dexlê û pêşkêşiya rijandinê. Hûnê her yekê di roja wê de pêşkêş bikin.
Ev ji Septên Xudan, ji diyariyan, ji hemû nedrên sozdanê û ji hemû pêşkêşiyên dilxwaziyê ên ku hûn didin Xudan, cuda ne.
“‘Herwiha di panzdehê meha heftan de, gava hûn berên welatê xwe berhev dikin, hûnê heft rojan cejna Xudan bikin. Wê roja pêşî û roja heştan rojên bêhnvedanê bin.
Hûnê roja pêşî fêkiyên xweş ên darên we, guliyên xurmeyan, guliyên darên pelgur in û spîndarên geliyan bidin hev û li hizûra Xwedayê xwe Xudan heft rojan şa bibin.
Hûnê vê her sal heft rojan wekî cejna Xudan pîroz bikin. Hûnê vê cejnê di meha heftan de, di nav nifşên we de wekî qanûneke herheyî pîroz bikin.
Hûnê heft rojan di holikan de rûnin. Wê hemû welatiyên Îsraêlî di holikan de rûnin
ku nifşên we bizanibin gava min gelê Îsraêl ji welatê Misrê deranî, min ew di holikan de da rûniştandin. Ez Xwedayê we Xudan im.’”
Bi vî awayî Mûsa cejnên Xudan ji gelê Îsraêl re diyar kirin.
Xudan ji Mûsa re got:
“Li gelê Îsraêl emir bike, bila rûnê xas ê zeytê ji te re bîne ku ronahiya qendîlê hergav pêxistî bimîne.
Wê Harûn ji êvarê heta serê sibê, li hizûra min qendîlê herdem pêxistî bihêle ku li Konê Hevdîtinê, li derveyî perdeya li ber Sindoqa Şahidiyê ye. Wê ev di nav nifşên we de qanûneke herheyî be.
Wê bike ku qendîlên li ser şamdanka zêrê xas li hizûra Xudan hergav pêxistî bin.
“Tê ji arvanê hûr duwanzdeh kiloran bipêjî. Wê her yek ji wan, ji dehan duduyê efayekê be.
Hûnê wan li ser sifreyeke ji zêrê xas, li hizûra Xudan şeş bi şeş li ser hev rêz bikin.
Tê guniya xas deynî ber rêzikên nên ku bibe para diyarkirî ya dikeve cihê nên. Ev pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan e.
Wê ev nan, her Roja Septê, hergav li hizûra Xudan bêne rêzkirin. Wê ji bo gelê Îsraêl bibe peymaneke herheyî.
Wê ev para Harûn û kurên wî be û wê wî li dereke pîroz bixwin. Çimkî ev ji pêşkêşiyên şewitandinê yên ji bo Xudan e û gelekî pîroz e. Wê herdem para wan be.”
Di nav gelê Îsraêl de zilamek hebû ku diya wî Îsraêlî, bavê wî jî Misrî bû. Li artêşgehê di navbera wî û yekî Îsraêlî de şer derket.
Kurê jinika Îsraêlî çêrî navê Xudan kir û nalet anî. Ew anîn ba Mûsa. Diya wî ji eşîra Dan, Şelomîta keça Dîvrî bû.
Ew avêtin girtîgehê û li benda fermana devê Xudan man.
Xudan ji Mûsa re got:
“Kesê nalet aniye derxe derveyî artêşgehê û hemû kesên ew bihîstine bila destên xwe deynin ser serê wî û tevahiya civakê wî bide ber keviran.
Tê ji gelê Îsraêl re bêjî: ‘Her kesê ku naletê li Xwedê bîne, wê cezayê gunehê xwe bikişîne.
Kesê çêrî navê Xudan bike wê esse bê kuştin. Wê tevahiya civakê esse wî bide ber keviran. Çi xerîb, çi welatî, her kesê çêrî navê Xudan bike wê bê kuştin.
“‘Kesê zilamekî bikuje, wê esse bê kuştin.
Kesê heywanê yekî din bikuje, wê ji bo wî bergîdanê bide û aştiyê bike, di ber jiyanê de jiyan.
Kesê zirarê bide cîranê xwe, wê eynî tişt pê jî bê kirin,
di ber şikandinê de şikandin, di ber çav de çav, di ber diran de diran. Çi kes bi çi awayî zirar kiribe, wê eynî tişt pê jî bê kirin.
Kesê heywanekî kuştibe wê bergîdana wî bide lê kesê mirovekî kuştiye wê bê kuştin.
Çi xerîb, çi welatî, wê ji bo we rê û rêbaz yek be. Çimkî ez Xwedayê we Xudan im.’”
Mûsa ev ji gelê Îsraêl re got. Wan kesê nalet aniye derxist derveyî artêşgehê, da ber keviran û ew kuşt. Gelê Îsraêl çawa ku Xudan li Mûsa emir kiriye, kir.
Xudan li Çiyayê Sînayê bi Mûsa re peyivî û got:
“Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Gava hûn çûn welatê ez didim we, wê welat ji bo Xudan Septa bêhnvedanê bigire.
Hûnê şeş salan zeviya xwe biçînin, rezê xwe şeş salan bikesixînin û berê xwe berhev bikin
lê di sala heftan de, wê ji bo welêt Septa bi tevahî bêhnvedanê be. Wê Septa ji bo Xudan be, hûnê zeviya xwe neçinin û rezê xwe nekesixînin.
Hûnê berhemê ji ber xwe çêbûye neçinin û tiriyê dêliya ku nehatiye kesaxtin nexin embaran. Wê ji bo welêt saleke bi tevahî bêhnvedanê be.
Di Sala Heftan de welat çi berî bide, wê ji bo we, xulam û xadimên we, kesên li ba we biheq dixebitin û xerîbên di nav we de dimînin, bibe xwarin.
Wê ev ji bo heywanên we yên kedî û heywanên çolê jî bibe xwarin.
“‘Hûnê heft Salên Septê bijmêrin ku heft carên demên heft salan bên jimartin. Wê çil û neh sal bikin.
Di roja dehê meha heftan a wê salê de, di Roja Kefaretê de, wê li tevahiya welêt bi dengê bilind li boriyê bê xistin.
Hûnê sala pênciyan pîroz bihesibînin û wê ji bo hemû şêniyên welêt azadî bê diyarkirin. Wê ew sal ji bo we bibe Sala Azadiyê. Wê herkes ji we vegere ser milkê xwe û ba malbata xwe.
Wê sala pênciyî ji bo we bibe Sala Azadiyê, hûnê wê salê çandiniyê nekin, berhemê ji ber xwe çêbûye hilneyînin û tiriyê ku dêliya wî nehatiye kesaxtin nedin hev.
Çimkî Sala Azadiyê ji bo we pîroz e. Hûnê tenê ya ku li zeviyê ji ber xwe çêbûye bixwin.
“‘Di Sala Azadiyê de wê herkes ji we vegere ser milkê xwe.
Heke hûn tiştekî bifiroşin cîranê xwe yan tiştekî ji destê cîranê xwe bikirin, neheqiyê li hev nekin.
Gava hûn tiştek ji cîranê xwe bikirin, hûnê tenê li gorî hejmara salên hilanînê bikirin ku ji Sala Azadiyê maye. Wê jî tenê li gorî berên salan bifiroşe we.
Heke hejmara salan zêde be wê berdêl zêde be, heke hejmara salan kêm be wê berdêl bê daxistin. Çimkî ew hemû berên xwe yên salan difiroşe te.
Hûnê neheqiyê li hev nekin lê hûnê ji Xwedayê xwe bitirsin. Çimkî ez Xwedayê we Xudan im.
“‘Hûnê qanûnên min bikin. Miqate bin ku hûn rê û rêbazên min pêk bînin û li welêt di ewlehiyê de rûnin.
Wê welat fêkiyê xwe bide û heta hûn têr bibin hûnê jê bixwin û di ewlehiyê de rûnin.
Dibe ku hûn bêjin: Heke emê neçînin û berê xwe nedin hev, emê di sala heftan de çi bixwin?
Wê gavê ezê emir bikim ku di sala şeşan de bereketa min were ser we û wê welat berê sê salan bide.
Hûnê di sala heştan de axa xwe biçînin û heta sala nehan ji hatina berê wê bixwin. Heta berê nû, hûnê ji yê kevin bixwin.
“‘Wê tu perçeyê welêt tu caran heta hetayê neyê firotin, çimkî ya min e û hûn xerîb û mêvanên li ba min in.
Li vî welatê ku milkê we ye, hûnê destûrê bidin ku xweyê esil careke din bikire.
Heke kesek ji birayên we feqîr bibe û bixwaze ji axa xwe bifiroşe, wê merivê wî yê herî nêzîk here û axa ku wî firotibû bikire.
Gava kesek di ber wî de bikire tunebe, lê piştre hêza wî çêbe û têra standina wî bike,
wê salên di ser firotinê re derbas bûne jî bihesibîne û pereyê mayî bide kesê ku milkê xwe firotiyê û axa xwe jî jê bikire.
Lê heke hêza wî têra standina axa wî neke, axa ku firotiye wê heta Sala Azadiyê di destê kesê kiriye de bimîne. Di Sala Azadiyê de wê axê ji destê xwe derxe û kesê firotiye jî wê vegere ser axa xwe.
“‘Heke kesek xaniyekî li bajarekî bisûr bifiroşe, mafê wî heye ku heta salekê dîsa xaniyê xwe bikire. Mafê jinûvekirîna xênî salek e.
Heke di salekê de xênî dîsa neyê kirîn, xaniyê li bajarê sûran, wê heta hetayê di destê kesê kiriye de bimîne. Di Sala Azadiyê de jî wê xanî ji xweyê wê neyê kirîn.
Lê xaniyên gundan ên ku bi sûran nehatine pêçan, wê wekî zeviyan bêne hesibandin. Xweyê esil dikare dîsa bikire û wê ew xanî di Sala Azadiyê de dîsa bêne kirîn.
“‘Lê li bajarên Lêwiyiyan, Lêwî hergav dikarin xaniyên ku wan firotine dîsa bikirin.
Heke Lêwî nikare xaniyê xwe yê li bajarekî dîsa bikire, wê xanî di Sala Azadiyê de lê bê vegerandin. Çimkî xaniyên li bajarên Lêwiyiyan, milkê wan ên li nav gelê Îsraêl in.
Lê zeviyên ku li dora bajaran in nayên firotin, çimkî ew milkê wan ên herheyî ne.
“‘Heke birayekî te feqîr bibe û hewcedarî te bibe, tê jê re bibî alîkar. Wê li ba te wekî xerîb an mêvanekî bimîne.
Tê kar an faîz jê nestînî. Tê ji Xwedayê xwe bitirsî û destûr bidî ku ew li ba te bijî.
Tê bi faîz pereyê xwe nediyê û ji xwarina ku tu didî kar nekî.
Ez Xwedayê we Xudan im. Min hûn ji welatê Misrê deranîn ku ez welatê Kenanê bidim we û ji we re bibim Xwedê.
“‘Heke birayekî te li ba te feqîr bibe û xwe bifiroşe te, tê nekî ku wê wekî kole xulamiyê bike.
Wê li ba te wekî kesê bi destmiza xwe dixebite yan mêvanekî be. Wê heta Sala Azadiyê li ba te xulamiyê bike.
Wê ew tevî zarokên wî, ji ba te rabin vegerin malbata xwe û milkê bav û kalên xwe.
Çimkî ew xulamên min in. Min ew ji welatê Misrê deranîn, wê bi koletî neyên firotin.
Tê ji wan re xweyiyekî zordar nebî. Tê ji Xwedayê xwe bitirsî.
“‘Xulam û xadimên we wê ji miletên derdora te bin. Xulam û xadimên we ji wan bin.
Herwiha hûn dikarin zarokên xerîbên di nav we de dimînin, li welatê we hatibin dinyayê yan jî li dereke din çêbûbin, bikirin û bibin xweyî.
Hûn dikarin wan bi milkî ji zarokên xwe re jî bihêlin. Hûnê koleyên xwe ji nav wan bikirin. Lê hûn li birayên xwe, li gelê Îsraêl xweyitiyê û zordariyê nekin.
“‘Heke xerîb an mêvanekî di nav we de dijî dewlemend bibe û birayekî we feqîr bibe û xwe bifiroşe yê xerîb an mêvanekî ku di nav we de dijî yan jî zarokên yê xerîb,
piştî ku hatin firotin, berdêla wî dikare bê dayîn. Birayekî wî,
mamê wî, pismamê wî an merivekî wî yê nêzîk dikare di ber wî de berdêl bide. Heke ew bi xwe bikaribe, ew jî dikare ji bo azadiya xwe berdêl bide.
Wê bi kesê ku ew kiriye re, ji sala ku xwe firotiyê heta Sala Azadiyê hesab bike. Wê berdêla firotina wî, li gorî salan, wekî destmiza karkerê ku dixebite bê hesibandin.
Heke hê gelek sal mabin, wê li gorî wan salan berdêla azadiya xwe, li gorî pereyê ku pê hatiye kirîn bide.
Heke heta Sala Azadiyê tenê çend sal mabin, wê li gorî wê bihesibîne û berdêla azadiya xwe bide.
Wê li ba xweyê xwe wekî karkerê ku salewext hatiye girtin bijî. Wê xweyê wî li ber çavê we bi zordarî xweyitiyê lê neke.
“‘Heke bi vî awayî ji bo azadiya wî berdêl neyê dayîn, wî çaxî ew û zarokên wî, wê di Sala Azadiyê de azad bibin.
Çimkî gelê Îsraêl xulamên min in. Ew xulamên min ên ku min ew ji welatê Misrê deranîn. Ez Xwedayê we Xudan im.
“‘Hûnê ji bo xwe pûtan çênekin, kevirbel an pûtên qewirandî daneyînin û li welatê xwe kevirên qewartî çênekin ku hûn li ber wan herin ser çokan. Çimkî ez Xwedayê we Xudan im.
Hûnê rojên min ên Septê bigirin û ji Pîrozgeha min re hurmetê nîşan bidin. Xudan ez im.
“‘Heke hûn li gorî qanûnên min rêve herin û emrên min bikin û pêk bînin,
ezê baranê di wextê wê de bibarînim ku ax berê xwe û darên zeviyan fêkiyê xwe bidin.
Wê hilanîna bênderên we heta çinîna rezan û çinîna rezên we heta dema tovavêtinê bikişîne. Heta hûn têr bibin hûnê bixwin û bi ewlehî li welatê xwe rûnin.
“‘Ezê aştiyê bidim welatê we. Gava hûn razin, hûnê netirsin. Ezê heywanên hov ji welatê we derînim û wê şûr di nav welatê we re derbas nebe.
Hûnê dijminên xwe biqewitînin. Wê bi şûran li pêş we bikevin.
Wê pênc kesên we sed kesan, sed kesên we deh hezar kesan biqewitîne. Wê dijminên we bi şûran li pêş we bikevin.
Ezê berê xwe bidim we û we berdar û zêde bikim. Ezê peymana ku min bi we re kiriye berdewam bikim.
Hûnê xwarina hilanînên xwe yên berê ya ku di embaran de ye bixwin. Piştre jî hûnê xwarina maye derxin ku ji xwarina nû re cih çêkin.
Ezê meskenê xwe li nav we ava bikim û we nefret nekim.
Ezê di nav we de bim. Ezê bibim Xwedayê we, hûnê jî bibin gelê min.
Ez Xwedayê we Xudan im ku min hûn ji koletiya ji welatê Misrê deranîn. Min darên nîrê li ser stûyê we şikandin û hûn bi serbilindî da meşandin.
“‘Lê heke hûn li min guhdarî nekin û tevahiya emrên min pêk neyînin,
heke hûn qanûnên min nefret bikin, nefretê ji rê û rêbazên min bikin, emrên min nekin û peymana min bişikênin,
ezê we wiha ceza bikim: Ezê sawê bînim ser we. Ezê ta û werema ku ronahiya çavan ditefîne û canê we dixwe bînim ser we. Hûnê tovên xwe beredayî biçînin, çimkî wê dijminên we berê wan bixwin.
Ezê bi hêrs berê xwe bidim we ku dijminên we, we têk bibin. Kesên ku ji we nefret dikin wê li ser serê we bibin serwer. Kesek li pey we nekeve jî hûnê birevin.
“‘Herwiha heke hûn piştî vê yekê jî guhdariya min nekin, ezê ji bo gunehên we cezayê we heft caran zêdetir bikim.
Ezê quretiya hêza we bişikênim, ezmanên we bikim wekî hesin û axa we bikim wekî tûnc.
Wê hêza we beredayî here, wê welatê we ber, darên we fêkî nedin.
“‘Heke hûn li dijî min rabin û guhdariya min nekin, ezê li gorî gunehên we, heft qat belayên din bînim serê we.
Ezê heywanên çolê bişînim nav we ku wê we bêzarok bihêlin û heywanên we bikujin. Hejmara we kêm bikin. Wê riyên we vala bimînin.
“‘Heke piştî van hemûyan jî hûn careke din guhdariya min nekin û li dijî min rabin,
ezê jî li dijî we derkevim û ji ber gunehên we, ezê we heft qat ceza bikim.
Ezê şûr bişînim ser we ku heyfa peymanê bistîne. Heke birevin bajarên xwe jî, ezê kulê bixim nav we û hûnê bikevin destê dijmin.
Gava min nanê we birî, wê deh jin nanê we bi tenê li firinekê bipêjin. Wê nanê we bi kişandin bi şûn de bidin we. Hûnê bixwin lê têr nebin.
“‘Heke hûn bi vê yekê jî guhdariya min nekin û dîsa li dijî min rabin,
ezê bi xezeba xwe li dijî we derkevim û ji ber gunehên we, ezê we heft qat ceza bikim.
Hûnê goştê kurên xwe, goştê keçên xwe bixwin.
Ezê bilindciyên we yên perizînê tune bikim û gorîgehên we yên bixûrê bînim xwarê. Ezê cendekên we bavêjim ser cendekên pûtên we, ezê ji we nefretê bikim.
Ezê bajarên we bikim wêrane. Ezê pîrozgehên we bikim xirbe û bêhnên we yên xweş bêhn nekim.
Ezê welatê we ewqas wêran bikim ku dijminên we yên lê rûnin wê şaş û metel bimînin.
Ezê we di nav miletên din de belav bikim û li dijî we şûrê xwe ji kalanê wê derxim. Wê welatê we bibe wêrane û bajarên we bibin xerabe.
Gava hûn li welatê dijminên xwe ne, wê welatê we di rojên wêranbûna xwe de salên xwe yên Septê qebûl bike. Wê gavê wê welat bêhna xwe vede û salên xwe yên Septê qebûl bike.
Di salên wêranbûnê de wê bêhna xwe vede ku di salên Septê yên hûn li ser bûn de wê bêhnvedanê nedît.
“‘Herwiha kesên ji we ku sax mane, ezê tirsê bixim dilê dijminan. Gava dengê pela bayê bibihîzin, çawa ku ji ber şûr direvin, wê birevin û bikevin. Lê tu kes li pey wan neketiye.
Bêyî ku kes li pey wan ketibe, çawa ku ji ber şûr direvin, wê bi ser hev de bikevin. Hêza we ya ku hûn li ber dijminên xwe bisekinin, wê tunebe.
Hûnê di nav miletan de tune bibin. Wê welatê dijmin we daqurtîne.
Kesên ji we ku sax mane, çi ji ber sûcê xwe, çi jî, ji ber sûcê bav û kalên xwe, wê li welatê dijminên we birizin.
“‘Lê heke li sûcên xwe û sûcên bav û kalên xwe mikur werin ku nedilsozî û dijminatiyê li min kirine
û ji ber vê yekê min dijminatî kir û ew birin welatê dijminên wan, heke wê demê dilên xwe yên bêsinet nizim bikin û bi cezayê gunehê ku kirine qebûl bikin,
wê gavê ezê peymana xwe ya ku min bi Aqûb re çêkiriye bi bîr bînim. Erê, ezê peymana ku min bi Îshaq û Îbrahîm re çêkiriye û welêt bi bîr bînim.
Gava ew cezayê sûcên xwe qebûl bikin û bikişînin, wê welat ji wan re bê terikandin. Di wê dema ku welat wêran dibe de, wê rihetiya salên xwe yên Septê bikin. Çimkî wan rê û rêbazên min red kirin û ji qanûnên min nefret kirin.
Bi ser vê yekê jî, gava ew li welatê dijminan in, ezê wan red nekim. Ezê nefretê nekim ku wan telef bikim û peymana xwe ya ku min bi wan re çêkiriye bişikênim. Çimkî ez Xwedayê wan Xudan im.
Lê ezê ji bo xatirê wan, peymana ku min bi bav û kalên wan ên min ew ji welatê Misrê deranîn re çêkiriye bi bîr bînim ku ezê Xwedayê wan bim. Xudan ez im.’”
Qanûn, şerîet û rê û rêbazên ku Xudan li Çiyayê Sînayê, bi riya Mûsa di navbera xwe û gelê Îsraêl de danîn, ev in.
Xudan ji Mûsa re got:
“Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Heke kesek soz bide ku kesekî din ji Xudan re kifş bike, wê li gorî berdêla te bê kifşkirin.
Berdêla mêrekî ji bîst salî heta şêstan, li gorî şekelê Pîrozgehê, wê pêncî şekel be.
Heke jin be, wê berdêla wê sî şekel be.
Heke kes ji pênc salî heta bîst salî be, wê ji bo kur bîst şekel, ji bo keçikê deh şekel be.
Heke ji yekmehî heta pêncsalî be, wê berdêla kur pênc şekel zîv, berdêla keçikê jî sê şekel zîv be.
Heke şêst salî yan mezintir be, wê berdêla mêr panzdeh şekel, berdêla jinê jî deh şekel be.
Heke kesek feqîr û hêza wî têra berdêlê neke, wê li pêş kahin bisekine û wê kahin bi qasî hêza kesê ku ji Xudan re kifş kir, berdêlê diyar bike.
“‘Heke kesek soz bide ku wê heywanekî pêşkêşî Xudan bike, wê ew heywan ji bo Xudan pîroz bê hesibandin.
Kesê soz daye nikare wî biguherîne yan ji bo wî berdêlê bide. Wê xerab bi baş re, baş jî bi xerab re neguherîne. Heke ew bixwaze ji bo wî heywanekî din bide jî, wê herdu heywan pîroz bên hesibandin û pêşkêşkirin.
Heke li ser heywanekî qirêj ku ji Xudan re nayê pêşkêşkirin be, wê wî bibin pêşberî kahin.
Heywan baş an xerab be, wê kahin berdêla wî bihesibîne û berdêlê diyar bike.
Lê heke xweyî bixwaze wî bi şûn ve bistîne, wê ji pêncan yekê berdêla ku kahin diyar kiriye jî deyne ser.
“‘Heke kesek xaniyekî ji Xudan re kifş bike, wê kahin berdêla wî diyar bike. Çi baş çi xerab be, wê li gorî berdêla ku kahin diyar kiriye, be.
Heke ew kes bixwaze xênî bi şûn de bistîne, wê ji pêncan yekê berdêla kahin diyar kiriye jî deyne ser.
“‘Heke kesek soz bide ku zeviyeke ji milkê wî ji Xudan re kifş bike, wê berdêla wê li gorî tovê ku ew direşînin be. Wê ji bo homerek cehê tov re, pêncî şekel bê hesibandin.
Heke ew soza zeviyê di Sala Azadiyê de bide, wê berdêla ku hatiye hesibandin derbas bibe.
Heke wî soza zeviyê piştî Sala Azadiyê dabe, wê kahin li gorî salên ku ji Sala Azadiyê re mane berdêla zeviyê bihesibîne. Wî çaxî wê berdêla zeviyê kêmtir be.
Heke kesê ku soza zeviyê daye bixwaze wê bi şûn de bistîne, wê ji pêncan yekê berdêla ku kahin diyar kiriye jî deyne ser û wê zevî jê re bimîne.
Heke berdêla di ber zeviyê de nehatibe dayîn an wî zevî firotibe kesekî din, êdî ew bi şûn ve nayê standin.
Lê gava zevî di Sala Azadiyê de tê kirîn, wê wekî zeviya hatiye veqetandin ji Xudan re pîroz be û bibe milkê kahin.
“‘Heke kesek soz bide ku zeviyeke ne milkê wî ye lê bi pere kiriye, ji Xudan re kifş bike,
wê kahin heta Sala Azadiyê berdêla zeviyê bihesibîne û berdêlê diyar bike. Wê ew kes berdêlê di wê rojê de bide. Ew berdêl ji Xudan re pîroz e.
Di Sala Azadiyê de, wê zevî li xweyê milkê ku jê hatiye kirîn vegere.
Hemû berdêlên ku tên hesibandin wê li gorî şekelê Pîrozgehê bin. Bîst gera şekelek e.
“‘Her heywanê pêşî ku hatiye dinyayê, yê Xudan e. Tu kes nikare heywanekî pêşî ji Xudan re kifş bike. Çi dewar, çi pez, hemû êdî yê Xudan in.
Heke ji nav heywanên qirêj be, kesê ku dikire wê berdêla ku kahin diyar dike bide û ji pêncan yekan jî deyne ser. Heke berdêla wî neyê dayîn, wê li gorî berdêla ku kahin kifş kiriye bê firotin.
“‘Çi mirov, çi heywan û çi jî zeviya ku bi milkî maye, her tişta kesekî ku ji Xudan re hatiye veqetandin, wê neyê firotin û bi şûn de neyê standin. Çimkî her tişta veqetandî ji Xudan re bi zêdebarî pîroz e.
Wê tu berdêla kesê ku ji Xudan re hatiye veqetandin neyê dayîn. Wê esse bê kuştin.
“‘Tovê erdê be yan jî tovê fêkiyê darê be, hemû dehyeka ji erdê ya Xudan e. Ew ji Xudan re pîroz e.
Heke kesek bixwaze berdêla pareke dehyekên xwe bide ku bi şûn de bistîne, wê ji pêncan yekê wê deyne ser.
Hemû dehyekên pêz û dewêr, her heywanê dehan ê di hejmartinê de ku di bin darê şivan re derbas dibe, ji bo Xudan pîroz e.
Wê xweyê pêz, ya baş û xerab, ji hev neqetîne û bi hev neguherîne. Heke biguherîne, wê herdu heywanên ku hatine guhertin jî pîroz bên hesibandin. Li ser vê yekê berdêlên wan wê neyên dayîn û wê bi şûn de neyên standin.’”
Emrên ku Xudan li Çiyayê Sînayê ji bo gelê Îsraêl dan ev in.
Di sala diduyan a derketina ji welatê Misrê de, di roja pêşî ya meha diduyan de, Xudan li Beriya Sînayê, li Konê Hevdîtinê ji Mûsa re got:
“Tevahiya civaka Îsraêl li gorî malbat û binemalên wan, her mêrî yek bi yek li gorî navê wan bijmêrin.
Tu û Harûn, hûnê her Îsraêliyê bîst salî û mezintir ê ku diçe şer, li gorî yekîneyên wan bijmêrin.
Wê ji her eşîrekê kesek bi we re be û wê ew kes serekê malbata xwe be.
“Navê kesên ku wê alîkariya we bikin ev in: Ji Rûbêniyan, Êlîsûrê kurê Şedêûr,
ji Şimûniyan, Şelûmiyêlê kurê Sûrîşadday,
ji Cihûdayiyan, Nahşonê kurê Emmînadav,
ji Îssexariyan, Natanêlê kurê Sûar,
ji Zevûloniyan, Êliyavê kurê Hêlon,
ji herdu kurên Ûsiv, ji Efrayîmiyan, Êlîşamayê kurê Emmîhûd û ji Minaşşeyiyan, Gamliyêlê kurê Pedahsûr,
ji Binyamîniyan, Avîdanê kurê Gîdonî,
ji Daniyan, Ahiyezerê kurê Emmîşadday,
ji Aşêriyan, Pagiyêlê kurê Oxran,
ji Gadiyan, Êlyasafê kurê Deûêl
û ji Nefteliyiyan, Ahîrayê kurê Eynan.”
Ew ji civaka Îsraêl hatin hilbijartin. Ew mîrên eşîrên bav û kalên xwe û serekên eşîrên Îsraêl bûn.
Mûsa û Harûn kesên ku navê wan hatine diyarkirin anîn
û di yekê meha diduyan de tevahiya civakê kom kir. Wan kesên bîst salî û mezintir li gorî malbat û binemalên wan, li gorî navê wan yek bi yek nivîsandin û hejmartin,
çawa ku Xudan li Mûsa emir kiribû. Bi vî awayî Mûsa li Beriya Sînayê ew hejmartin.
Ji kurên Rûbênê kurê pêşî yê Îsraêl, mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê wan yek bi yek hatin hejmartin.
Hejmara kesên ji eşîra Rûbên 46.500 bû.
Ji Şimûniyan, mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê xwe yek bi yek hatin hejmartin.
Hejmara kesên ji eşîra Şimûn 59.300 bû.
Ji Gadiyan, mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê xwe hatin hejmartin.
Hejmara kesên ji eşîra Gad 45.650 bû.
Ji Cihûdayiyan, mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê xwe hatin hejmartin.
Hejmara kesên ji eşîra Cihûda 74.600 bû.
Ji Îssexariyan, mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê xwe hatin hejmartin.
Hejmara kesên ji eşîra Îssexar 54.400 bû.
Ji Zevûloniyan, mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê xwe hatin hejmartin.
Hejmara kesên ji eşîra Zevûlon 57.400 bû.
Ji herdu kurên Ûsiv, ji Efrayîmiyan, mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê xwe hatin hejmartin.
Hejmara kesên ji eşîra Efrayîm 40.500 bû.
Ji Minaşşeyiyan jî mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê xwe hatin hejmartin.
Hejmara kesên ji eşîra Minaşşe 32.200 bû.
Ji Binyamîniyan, mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê xwe hatin hejmartin.
Hejmara kesên ji eşîra Binyamîn 35.400 bû.
Ji Daniyan, mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê xwe hatin hejmartin.
Hejmara kesên ji eşîra Dan 62.700 bû.
Ji Aşêriyan, mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê xwe hatin hejmartin.
Hejmara kesên ji eşîra Aşêr 41.500 bû.
Ji Nefteliyiyan, mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê xwe hatin hejmartin.
Hejmara kesên ji eşîra Neftelî 53.400 bû.
Kesên ku ji hêla Mûsa, Harûn û duwanzdeh serekên gelê Îsraêl ve hatin hejmartin ev bûn. Her yekî ji duwanzdehan malbata xwe temsîl dikir.
Li gorî malbatên xwe, mêrên ji gelê Îsraêl ên ku ji bîst salî û mezintir in û dikarin herin şer, hatin hejmartin.
Hejmara hemûyan 603.550 bû.
Lê Lêwiyî di nav wan de nehatin hejmartin.
Çimkî Xudan ji Mûsa re gotibû:
“Eşîra Lêwî nejmêre û wan tevî hejmartina gelê Îsraêl neke.
Tê Lêwiyiyan li ser meskenê ku Sindoqa Şahidiyê tê de ye, hemû taximên wî û her tiştê girêdayî meskên bikî berpirsiyar. Wê meskên û hemû taximên wî hilgirin, jê re xizmetê bikin û li dora meskên kon vedin.
Gava mesken tê veguhestin, wê Lêwiyî bidin hev, gava bê danîn wê Lêwiyî dîsa vedin. Gava kesekî ne Lêwiyî nêzîkî wê bibe, divê bê kuştin.
Wê Îsraêlî konên xwe bi awayê yekîneyan deynin. Wê herkes li artêşgeha xwe, di bin ala xwe de kon vede.
Wê Lêwiyî li dora meskenê ku Sindoqa Şahidiyê tê de ye kon vedin ku xezeb bi ser civaka Îsraêl de neyê. Wê nobedariya meskên bikin.”
Gelê Îsraêl her tiştî bi awayê ku Xudan li Mûsa emir kiriye pêk anî.
Xudan ji Mûsa û Harûn re got:
“Bila gelê Îsraêl li gorî malbatên xwe, di bin alên xwe de li pêşberî Konê Hevdîtinê, bi çermedorî kon vede.”
Ji aliyê rojhilat ve, wê Cihûdayî li gorî yekîneyên xwe girêdayî ala artêşgeha xwe kon vedin. Wê Nahşonê kurê Emmînadav bibe serekê Cihûdayiyan.
Hejmara kom û yekîneyên wî, 74.600 kes bû.
Wê eşîra Îssexar li kêleka wî kon vede. Wê Sûarê kurê Natanêl serekê Îssexariyan be.
Hejmara kom û yekîneyên wî 54.400 kes bû.
Piştre wê eşîra Zevûlon konê xwe vede. Wê Êliyavê kurê Hêlon serekê Zevûloniyan be.
Hejmara kom û yekîneyên wî 57.400 kes bû.
Hejmara zilamên yekîneyên ku ji artêşgeha Cihûdayê re hatibû veqetandin 186.400 kes bû. Wê pêşî wan koç bikira.
Wê li aliyê başûr, li gorî yekîneyên xwe girêdayî ala artêşgeha Rûbên bin. Wê Êlîsûrê kurê Şedêûr bibe serekê Rûbêniyan.
Hejmara kom û yekîneyên wî 46.500 kes bû.
Wê eşîra Şimûn li kêleka wan kon vede. Wê Şelûmiyêlê kurê Sûrîşadday bibe serekê Şimûniyan.
Hejmara kom û yekîneyên wî 59.300 kes bû.
Piştre eşîra Gad tê. Wê Êlyasafê kurê Deûêl bibe serekê Gadiyan.
Hejmara kom û yekîneyên wî 45.650 kes bû.
Hejmara zilamên yekîneyên ku ji artêşgeha Rûbên re hatibû veqetandin 151.450 kes bû. Wê wan di dora diduyan de koç bikira.
Wê Konê Hevdîtinê û artêşgeha Lêwiyiyan di navenda artêşgehan de bi rê bikin. Wê her kes di bin ala xwe de, li gorî pergala konvedana yekîneyên xwe koç bike.
Li aliyê rojava, wê li gorî yekîneyên xwe girêdayî ala artêşgeha Efrayîm bin. Wê Êlîşamayê kurê Emmîhûd bibe serekê Efrayîmiyan.
Hejmara kom û yekîneyên wî 40.500 kes bû.
Wê eşîra Minaşşe li kêleka wî be. Gamliyêlê kurê Pedahsûr wê bibe serekê Minaşşeyiyan.
Hejmara kom û yekîneyên wî 32.200 kes bû.
Piştre eşîra Binyamîn tê. Wê Avîdanê kurê Gîdonî bibe serekê Binyamîniyan.
Hejmara kom û yekîneyên wî 35.400 kes bû.
Hejmara zilamên yekîneyên ku ji artêşgeha Efrayîm re hatibû veqetandin 108.100 kes bû. Wê wan di dora sisêyan de koç bikira.
Li aliyê bakur, wê li gorî yekîneyên xwe girêdayî ala artêşgeha Dan bin. Ahiyezerê kurê Emmîşadday wê bibe serekê Daniyan.
Hejmara kom û yekîneyên wî 62.700 kes bû.
Wê eşîra Aşêr li kêleka wan kon vede. Pagiyêlê kurê Oxran wê bibe serekê Aşêriyan.
Hejmara kom û yekîneyên wî 41.500 kes bû.
Piştre eşîra Neftelî tê. Wê Ahîrayê kurê Eynan bibe serekê Nefteliyiyan.
Hejmara kom û yekîneyên wî 53.400 kes bû.
Hejmara zilamên yekîneyên ku ji artêşgeha Daniyan re hatibû veqetandin 157.600 kes bû. Di bin ala xwe de, wê piştî hemûyan koç bikira.
Hejmartina gelê Îsraêl ev bû ku li gorî malbatên wan hat kirin. Hejmara hemû yekîneyên artêşgehan 603.550 kes bû.
Lê çawa ku Xudan li Mûsa emir kiribû, Lêwiyî di nav gelê Îsraêl de nehatin hejmartin.
Gelê Îsraêl her tiştî bi awayê ku Xudan li Mûsa emir kiriye pêk anî. Di bin alên xwe de kon vedan. Bi vî awayî her kesî bi binemal û malbata xwe re koç kir.
Qeyda ziriyeta Harûn û Mûsa ya ku di roja Xudan li Çiyayê Sînayê bi Mûsa re peyivî de, ev bû.
Navên kurên Harûn ev in: Nadavê kurê pêşî, Avîhû, Êlezar û Îtamar.
Navên kurên Harûn ên ku kahin bûn, ev in. Wî bi rûnkirinê ew kifş kirin ku karê kahintiyê bikin.
Gava li Beriya Sînayê agirê xerîb pêşkêşî Xudan kir, Nadav û Avîhû li hizûra Xudan miribûn û zarokên wan tunebûn. Êlezar û Îtamar li ba Harûnê bavê xwe kahintî dikir.
Xudan ji Mûsa re got:
“Gazî eşîra Lêwî bike ku nêzîk bibin. Wan bîne pêşberî Harûnê Kahin ku jê re xizmetê bikin.
Wê ji bo Harûn û tevahiya civakê, li ber Konê Hevdîtinê xizmet û berpirsiyariya meskên bikin.
Wê ji hemû taximên Konê Hevdîtinê berpirsiyar bin û gava xizmeta meskên bikin, wê peywirên xwe ji bo gelê Îsraêl pêk bînin.
Tê Lêwiyiyan bidî Harûn û kurên wî. Di nav gelê Îsraêl de ew bi tevahî jê re hatine veqetandin.
Tê Harûn û kurên wî ji bo karê kahintiyê kifş bikî. Ji bilî wan kesê ku nêzîkî Pîrozgehê bibe, wê bê kuştin.”
Xudan ji Mûsa re got:
“Va ye min di şûna kurên pêşî yên ji zikên Îsraêliyan de ji nav gelê Îsraêl Lêwiyî hilbijartin. Wê Lêwiyî yên min bin.
Çimkî her yê pêşî yê min e. Roja min li welatê Misrê li hemû kurên pêşî xist, min ji gelê Îsraêl çi mirov, çi heywan ji bo xwe her yê pêşî veqetandin. Ez Xudan im.”
Xudan li Beriya Sînayê bi Mûsa re peyivî û got:
“Lêwiyiyan li gorî malbat û binemalên wan bijmêre. Tê her kurê yekmehî û mezintir bijmêrî.”
Li gorî fermana devê Xudan, Mûsa ew hejmartin. Çawa ku lê hatiye emirkirin, wî kir.
Navên kurên Lêwî ev bûn: Gêrşon, Qohat û Mêrarî.
Li gorî binemalên xwe, navên kurên Gêrşon ev bûn: Lîvnî û Şîmî.
Li gorî binemalên xwe kurên Qohat ev bûn: Emram, Yîshar, Hevron û Ûzziyêl.
Li gorî binemalên xwe kurên Mêrarî: Mahlî û Mûşî. Li gorî malbatên xwe binemalên Lêwiyiyan ev bûn.
Binemalên Lîvnî û Şîmî ji ziriyeta Gêrşon bûn. Binemalên Gêrşoniyan ev bûn.
Yekmehî û mezintir hejmara hemû kesên kurîn 7.500 kes bû.
Wê binemalên Gêrşoniyan li pişt meskên, li aliyê rojava kon vedana
û wê serekê malbatên Gêrşoniyan jî bibûya Êlyasafê kurê Laêl.
Wê berpirsiyariya Gêrşoniyan a li Konê Hevdîtinê ji meskên, ji kon û xêliya wî, ji perdeya li ber deriyê kon,
ji perdeyên dora hewşê, ji perdeya deriyê hewşa meskên û gorîgehê, qeytanan û her xizmeta van taximan bibûya.
Binemalên Emram, Yîshar, Hevron û Ûzziyêl ji ziriyeta Qohat bûn. Binemalên Qohatiyan ev bûn.
Yekmehî û mezintir hejmara hemû kesên kurîn 8.600 kes bû. Berpirsiyariya Pîrozgehê dikirin.
Wê binemalên Qohatiyan li aliyê başûrê meskên kon vedana
û serekê malbatên binemalên Qohatiyan jî bibûya Êlîsafanê kurê Ûzziyêl.
Wê berpirsiyariya Qohatiyan ji Sindoqa Peymanê, ji sifrê, ji şamdank, ji gorîgehan, ji taximên li Pîrozgehê tên xebitandin, ji perde û her xizmeta van taximan bibûya.
Wê serekê pêşengên Lêwiyiyan, Êlezarê kurê Harûnê Kahin bibûya û ji kesên ku peywirên Pîrozgehê dikin berpirsiyar bibûya.
Binemalên Mahlî û Mûşiyan ji ziriyeta Mêrarî ne. Binemalên Mêrariyiyan ev in.
Yekmehî û mezintir hejmara kesên kurîn 6.200 kes bû.
Serekê malbatên binemalên Mêrariyiyan, Sûriyêlê kurê Avîhayîl bû. Wê binemalên Mêrariyiyan li aliyê bakurê meskên kon vedana.
Wê berpirsiyariya Mêrariyiyan ji derdora meskên, girş, stûn, binik û ji hemû taximên wan,
ji hemû stûnên derdora hewşê, ji binik, ji sing û ji qeytanên wan bibûya.
Wê Mûsa, Harûn û kurên wan, bi aliyê rojhilat ve li pêş meskên, li aliyê ku roj hiltê, li pêş Konê Hevdîtinê kon vedana. Li ser navê gelê Îsraêl wê nobedariya Pîrozgehê bikirana. Kesê din ê ku nêzîkî Pîrozgehê bibûya, wê bihata kuştin.
Li ser fermana devê Xudan, hemû binemalên Lêwiyiyan ên ku Mûsa û Harûn hejmartin, yekmehî û mezintir hejmara hemû kesên kurîn 22.000 kes bû.
Xudan ji Mûsa re got: “Yekmehî û mezintir, hemû kurên pêşî yên gelê Îsraêl bijmêre û navên wan binivîse.
Di şûna hemû kurên pêşî yên gelê Îsraêl de Lêwiyiyan û di şûna hemû heywanên nixurî yên gelê Îsraêl de heywanên Lêwiyiyan ji bo min veqetîne. Xudan ez im.”
Bi vî awayî, çawa ku Xudan lê emir kiriye, Mûsa hemû kurên pêşî yên gelê Îsraêl hejmartin.
Li gorî navên xwe, kurên pêşî yên yekmehî û mezintir hejmara kesên kurîn 22.273 kes bû.
Xudan ji Mûsa re got:
“Di şûna hemû kurên pêşî yên gelê Îsraêl de Lêwiyiyan û di şûna heywanên wan de heywanên Lêwiyiyan hilîne. Wê Lêwiyî yên min bin. Ez Xudan im.
Ji bo berdêla 273 kurên pêşî yên gelê Îsraêl ên ku ji hejmara Lêwiyiyan zêdetir in,
tê ji her mirovekî pênc şekel bistînî. Tê li gorî şekelê Pîrozgehê bistînî. Şekel bîst gera ye.
Tê pereyê berdêla Îsraêliyên ku zêde hatin bidî Harûn û kurên wî.”
Bi vî awayî Mûsa pereyê berdêla Îsraêliyên ku hejmara wan ji Lêwiyiyan zêdetir bû stand.
Wî ji bo kurên pêşî yên gelê Îsraêl 1.365 şekel li gorî şekelê Pîrozgehê stand.
Li ser fermana devê Xudan, çawa ku Xudan lê emir kiriye, Mûsa pereyê berdêlê da Harûn û kurên wî.
Xudan bi Mûsa û Harûn re peyivî û got:
“Di nav eşîra Lêwî de, li gorî malbat û binemalên wan tenê Qohatiyan cuda bijmêrin.
Hemû mêrên ji sî heta pêncî salî ne ku dikarin xizmeta Konê Hevdîtinê bikin, bijmêrin.
Xizmeta ku Qohatî li Konê Hevdîtinê dikin, li ser hilgirtina taximên herî pîroz e.
“Gava artêşgeh bi rê dikeve, wê Harûn û kurên xwe bikevin hundir, perdeya jihevqetandinê bînin xwarê û Sindoqa Şahidiyê pê binixêmin.
Piştre wê bi xêliyeke çermê beran ê şînê tarî ser wê binixêmin. Wê kincekî bi tevahî şînê tarî deynin ser û destiyên wê lêxin.
“Wê kincê şînê tarî li ser sifra nanê hizûrê raxin û wê tasik û firaxên bixûrê tevî tas û şerbikên pêşkêşiya rijandinê deynin ser. Wê nanê rojane li ser maseyê hebe.
Wê kincekî sor raxin ser wan û bi xêliyeke çermê beran ê şînê tarî binixêmin û destiyên wê lêxin.
“Wê kincekî şînê tarî hildin, şamdank, qendîlên wê, maşikên fitîlan, tepsikên wê û taximên wê yên ku ji bo zeytê tên xebitandin binixêmin.
Wê şamdank û hemû taximên wê bi xêliyeke çermê beran ê şînê tarî binixêmin û deynin ser darbestê.
“Wê kincekî şînê tarî bavêjin ser gorîgeha zêrîn û bi xêliyeke çermê beran ê şînê tarî binixêmin û destiyên wê lêxin.
Wê hemû taximên xizmeta Pîrozgehê hildin û wan bixin hundirê kincekî şînê tarî, bi xêliyeke çermê beran ê şînê tarî binixêmin û deynin ser darbestê.
Wê kincekî ji gorîgehê rakin û wê bi xêliyeke binevşî binixêmin.
Wê hemû taximên ji bo xizmeta gorîgehê tên xebitandin; tepsik, sêgoyên goşt, bêr û tasik hildin, gorîgehê bi xêliyeke çermê beran ê şînê tarî binixêmin û destiyên wê lêxin.
“Gava artêşgeh bi rê dikeve, piştî Harûn û kurên xwe karê nixamtina Pîrozgehê û hemû taximên wê qedandin, wê Qohatî ji bo hilgirtina wê werin. Lê wê dest nedin tiştên pîroz ku nemirin. Barên Konê Hevdîtinê yên ku Qohatî hilgirin, ev in.
“Wê Êlezarê kurê Harûnê Kahin ji Pîrozgehê û taximên wê berpirsiyar be; rûnê ronahiyê, bixûra bêhnxweş, pêşkêşiya dexlê ya rojane, rûnê kifşkirinê, tevahiya meskên û her tiştê tê de.”
Xudan bi Mûsa û Harûn re peyivî û got:
“Binemalên Qohatiyan ji nav eşîra Lêwî kêm nebin.
Gava nêzîkî tiştên pîroz dibin, wiha bikin ku bijîn, nemirin: Wê Harûn û kurên xwe bikevin hundir û her yekî ji wan ji bo kar û barên wan tayîn bikin.
Lê wê Qohatî çirkeyek jî, ji bo dîtina tiştên pîroz nekevin hundir ku nemirin.”
Xudan ji Mûsa re got:
“Li gorî malbat û binemalên wan Gêrşoniyan bijmêre.
Hemû mêrên ji sî heta pêncî salî ne ku dikarin xizmeta Konê Hevdîtinê bikin, bijmêre.
“Di xizmeta hilgirtinê de peywira binemalên Gêrşoniyan, ev e:
Wê Gêrşonî perdeyên meskên, Konê Hevdîtinê û xêliya wî, xêliya li ser a çermê beran ê şînê tarî, perdeya deriyê Konê Hevdîtinê,
perdeyên hewşê, perdeya dergehê hewşa ku meskên û gorîgehê dor dipêçe, qeytanên wan û hemû taximên xizmeta wan hilgirin. Hemû xizmeta li ser van tiştan peywira wan e.
Hemû xizmeta Gêrşonî bikin; hilgirtin tevî xizmetên din, wê bi gotina Harûn û kurên wî be. Hûnê wan ji bo kar û barên xwe tayîn bikin.
Xizmeta binemalên Gêrşoniyan a li Konê Hevdîtinê ev e. Wê xizmeta wan di bin berpirsiyariya Îtamarê kurê Harûnê Kahin be.
“Mêrariyiyan jî li gorî malbat û binemalên wan bijmêre.
Hemû mêrên ji sî heta pêncî salî ne ku dikarin xizmeta hilgirtina Konê Hevdîtinê bikin, bijmêre.
Kar û barê wan ê li Konê Hevdîtinê ev e: Wê derdora meskên, stûn, girş, binik,
seredor stûnên hewşê, binik, sing, qeytan û hemû taximên ku bi van re tên xebitandin hilgirin. Tê her yekî ji wan deynî ser karekî.
Karên binemalên Mêrarî yên li Konê Hevdîtinê ev in. Wê xizmeta wan di bin berpirsiyariya Îtamarê kurê Harûnê Kahin be.”
Îcar Mûsa, Harûn û serekên civakê, Qohatî li gorî malbat û binemalên wan hejmartin.
Wan hemû mêrên ji sî heta pêncî salî ku dikarin xizmeta hilgirtina Konê Hevdîtinê bikin, hejmartin.
Li gorî binemalên wan hejmara wan 2.750 kes bû.
Qohatiyên li Konê Hevdîtinê xizmet dikirin û li gorî binemalên xwe hatin hejmartin ev bûn. Li ser fermana devê Xudan ku bi riya Mûsa hat dayîn, Mûsa û Harûn ew hejmartin.
Gêrşonî li gorî malbat û binemalên xwe hatin hejmartin.
Hemû mêrên ji sî heta pêncî salî ku dikarin xizmeta hilgirtina Konê Hevdîtinê bikin, hatin hejmartin.
Li gorî malbat û binemalên xwe yên hejmartî 2.630 kes bûn.
Gêrşoniyên li Konê Hevdîtinê xizmet dikirin û li gorî binemalên xwe hatin hejmartin, ev bûn. Li ser fermana devê Xudan, Mûsa û Harûn ew hejmartin.
Mêrarî li gorî malbat û binemalên xwe hatin hejmartin.
Her mêrên ji sî heta pêncî salî ku dikarin xizmeta hilgirtina Konê Hevdîtinê bikin, hatin hejmartin.
Li gorî binemalên wan, kesên hejmartî 3.200 kes bûn.
Hejmartina binemalên Mêrariyiyan ev bû ku Mûsa û Harûn li ser fermana devê Xudan û bi riya Mûsa kiribûn.
Bi vî awayî Mûsa, Harûn û serekên gelê Îsraêl, Lêwiyiyan li gorî malbat û binemalên wan,
hemû mêrên ku emrê wan di navbera sî heta pêncî salî de ne hejmartin ku dikarin karê hilgirtinê û xizmetên din ên Konê Hevdîtinê bikin.
Hejmara wan 8.580 kes bû.
Li ser fermana devê Xudan, ew li gorî xizmet û karê xwe yê hilgirtinê bi destê Mûsa hatin hejmartin. Bi vî awayî çawa ku Xudan emir kiribû, ew bi riya Mûsa hatin hejmartin.
Xudan ji Mûsa re got:
“Li gelê Îsraêl emir bike, bila hemû kesên kotîbûyî, kesên ku herikîna wan heye û kesên ku bi destdayîna miriyan qirêj bûbin, divê ji artêşgehê bên avêtin.
Hûnê wan jin û mêran ji artêşgehê bavêjin. Divê ew artêşgehê qirêj nekin ku ez tê de me.”
Gelê Îsraêl wiha kir. Wan ew ji artêşgehê avêtin. Çawa ku Xudan ji Mûsa re got, gelê Îsraêl wiha kir.
Xudan ji Mûsa re got:
“Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Gava jin an mêrek li dijî kesekî din guneh bike, bi Xudan re nedilsozî kiriye û sûcdar e.
Wî çaxî wê li xwe mikur were ku guneh kiriye. Wê bergîdana tevahiya gunehê xwe bide, ji pêncan yekê jî deyne ser û bide wî kesê ku li dijî wî sûc kiriye.
Ji bo dayîna bergîdana sûc, heke merivekî wî kesî tunebe, wî çaxî bergîdana sûc ji Xudan re ye. Ji bo bexişandinê, wê bergîdanê bi beranekî re bîne ba kahin.
Di nav hemû pêşkêşiyên pîroz ên gelê Îsraêl de, hemû pêşkêşiya ku ew ji kahin re tînin, wê bibe ya kahin.
Her pêşkêşiya pîroz a ku mirov ji bo xwe tîne para kahin e. Ya ku daye kahin para kahin e.’”
Xudan ji Mûsa re got:
“Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Heke jina mêrekî ji rê derkeve, bêbextî lê bike,
bi zilamekî din re razê, qirêj bibe û vê yekê ji mêrê xwe veşêre, ji ber ku şahid tuneye, ya ku jinikê kiriye eşkere nebe,
herwiha fikreke hesûdiyê bikeve dilê mêrik, mêrik ji jina xwe biheside û di dilê xwe de jê bikeve şikê, ji bo ku jinik sûcdar be yan jî nebe,
wê jinikê bibe ba kahin. Wê ji bo wê wekî pêşkêşiya hesûdiyê, dehyeka efaya arvanê ceh bistîne. Wê zeytê nerijîne û guniyê li ser neke. Çimkî ev pêşkêşiya xîretkêşiyê ya dexlê ye. Ev nanê bibîranînê ye ku neheqiyê bi bîr bîne.
“‘Wê kahin jinikê nêzîk bike û li hizûra Xudan bide sekinandin.
Paşê wê ava pîroz a di dîzikê de hilde û ji axa ku mesken lê ava ye hinek tozê hilde û têxe nav avê.
Piştî ku kahin ew li hizûra Xudan da sekinandin, wê porê wê veke û pêşkêşiya dexlê ya bîranînê bixe destê wê. Ev pêşkêşiya hesûdiyê ya dexlê ye. Wê ava tehl a naletanînê di destê kahin de be.
Wê kahin bi jinikê sond bide xwarin û jê re bibêje: Heke mêrik bi te re ranezabe, heke tu di bin mehra mêrê xwe de ji rê derneketibî, bila ev ava tehl a ku naletê tîne zirarê nede te.
Lê heke tu di bin mehra mêrê xwe de ji rê derketibî, qirêj bûbî û ji bilî mêrê te yekî din bi te re razabe,
–wê kahin sonda naletê bi jinikê bide xwarin û jê re bibêje– Xudan zikê te biwerimîne û malzaroka te pûç bike. Xudan di nav gel de naletê bi ser te de bibarîne û te bike îbret.
Bila ev ava ku naletê tîne zikê te biwerimîne û malzaroka te pûç bike. “‘Wê gavê wê jinik bêje: Amîn, amîn.
“‘Wê kahin van naletan di nivîsê de binivîse û wan di nav ava tehl de bişo.
Wê vê ava tehl a ku naletê tîne bi jinikê bide vexwarin. Wê ev ava bi nalet bikeve zikê wê û biêşîne.
Wê kahin pêşkêşiya hesûdiyê ya dexlê ji destê wê bistîne, li hizûra Xudan bihejîne û bîne gorîgehê.
Ji pêşkêşiya dexlê divê hinek bibe para diyarkirî. Wê kahin kulmekî hilîne û li ser gorîgehê bişewitîne. Piştre wê avê bi jinikê bide vexwarin.
Piştî ku wî av pê da vexwarin, heke jinikê bi mêrê xwe re bêbextî kiribe û qirêj bûbe, gava ava ku naletê tîne vexwe, wê pê biêşe, zikê wê biwerime û malzaroka wê pûç bibe. Wî çaxî wê jinik di nav gel de naletbûyî be.
Lê heke jinik xwe qirêj nekiribe û paqij be, wê pê neêşe û zarokên wê çêbin.
“‘Rê û rêbaza hesûdiyê ev e. Gava jinek ji rê derkeve û di bin mehra mêrê xwe de qirêj bibe,
yan jî gava fikreke hesûdiyê bikeve dilê wî û ji jina xwe biheside, wê kahin jinikê li hizûra Xudan bide sekinandin û vê rêbazê ji bo wê pêk bîne.
Heke jinikê ev sûc nekiribe, wê mêrik ji vê xerabiyê bêsûc be. Lê gava jinikê ev sûc kiribe, wê cezayê xerabiya xwe bikişîne.’”
Xudan ji Mûsa re got:
“Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Heke mêrek an jinek, bi sozdana taybet ango sozdana nezîriyê ji Xudan re veqetîne,
wê xwe ji mey û şerabê dûr bixe. Divê sihika şerabê û sihika meyê venexwe û ava tirî venexwe. Divê tirî an mêwîjan jî nexwe.
Di hemû dema xwe veqetandiye de, ji sîsik heta qalikê wê, wê tu tiştekî ku ji mêwê çêdibe nexwe.
“‘Di hemû rojên ku xwe ji Xudan re veqetandiye de, wê gûzan bi serê wî nekeve. Heta dawiya rojên ku xwe ji Xudan re veqetandiye, wê pîroz be û porê xwe dirêj bike.
“‘Di hemû rojên ku ji Xudan re xwe veqetandiyê de, wê nêzîkî miriyan nebe.
Gava bavê wî, diya wî, birayê wî, xwişka wî jî bimire, wê ji bo wan xwe qirêj neke. Çimkî soza xwe ya ji Xwedê re veqetandinê li ser wî ye.
Di hemû rojên xwe yên veqetandinê de ji Xudan re pîroz e.
“‘Heke jinişkave kesek li ba kesê bi sozdana nezîriyê veqetandî bimire û serê wî qirêj bike, wê di roja ku xwe paqij dike de ango di roja heftan de porê xwe kur bike.
Wê di roja heştan de, du qumrî yan du têjikên kevokan ji kahin re bîne ber deriyê Konê Hevdîtinê.
Wê kahin yekê wekî pêşkêşiya paqijiyê û ya din jî wekî qurbana şewitandinê pêşkêş bike û ji bo wî kefaret bike. Çimkî kesê veqetandî bi mirî sûcdar bûye. Wê hema wê rojê ji nû ve serê xwe pak bike
û ji bo rojên sozdanê dîsa ji Xudan re xwe veqetîne. Wê wekî pêşkêşiya berdêlê berxekî nêr û yeksalî bîne. Wê rojên wî yên berê beredayî herin, çimkî veqetandina wî qirêj bûye.
“‘Rê û rêbaza sozdana nezîriyê ev e: Çaxê rojên wî yên veqetandinê temam bûn, wê wî bînin ber deriyê Konê Hevdîtinê.
Wê kesê sozdana nezîriyê daye wekî qurbana şewitandinê berxekî nêr ê yeksalî yê bêqisûr û wekî pêşkêşiya paqijiyê berxeke mê ya yeksalî ya bêqisûr, wekî pêşkêşiya aştiyê beranekî bêqisûr,
selikeke nanê şikeva, ji arvanê hûr kilorên bi zeytê hatine hevîrkirin, nanê sêlê yê şikeva yê ku zeyt li ser hatiye kirin, bi pêşkêşiya dexlê û pêşkêşiya rijandinê re bîne û pêşkêşî Xudan bike.
“‘Wê kahin van wekî pêşkêşiya paqijiyê û qurbana şewitandinê li hizûra Xudan pêşkêş bike.
Wê berên bi selika nanê şikeva re, wekî qurbana aştiyê pêşkêşî Xudan bike. Wê kahin pêşkêşiya dexlê û pêşkêşiya rijandinê jî pêşkêş bike.
“‘Piştre kesê sozdana nezîriyê daye, wê li ber deriyê Konê Hevdîtinê porê xwe kur bike, ji porê xwe hilde û deyne ser agirê bin qurbana aştiyê.
Piştî wî porê xwe kur kir, wê kahin hêta beranê kelandî, bi nanekî şikeva yê selikê û nanê şikeva yê sêlê re têxe destê kesê veqetandî.
Wê kahin wan wekî pêşkêşiya raberkirinê li hizûra Xudan raber bike. Ev singê raberkirî û hêta ku hat pêşkêşkirin para pîroz a kahin in. Piştre kesê xwe veqetandiye dikare şerabê vexwe.
“‘Rê û rêbaza sozdana nezîriyê ev e. Divê pêşkêşiya wî ya Xudan li gorî sozdana nezîriyê be û heke jê were, dikare zêdetir jî bide. Divê li gorî rê û rêbaza nezîriyê, wê sozê pêk bîne.’”
Xudan ji Mûsa re got:
“Ji Harûn û kurên wî re bêje: ‘Hûnê gelê Îsraêl wiha pîroz bikin. Hûnê ji wan re bêjî:
“‘Bila Xudan te bereket bike û biparêze.
Bila Xudan rûyê xwe ji te re ronî bike Û ji te re keremdar be.
Bila Xudan berê xwe bide te Û aştiyê bide te.’
“Bi vî awayî wê navê min deynin ser gelê Îsraêl û ezê wan pîroz bikim.”
Di roja ku Mûsa karê avakirina meskên temam kir û mesken, hemû taximên wî, gorîgeh û hemû taximên wê bi rûnkirinê pîroz kirin de
serekên gelê Îsraêl û serekên eşîr û malbatên wan ên ku gel hejmartiye, hatin û diyariyên xwe pêşkêş kirin.
Wan ev pêşkêşî anîn hizûra Xudan; Şeş erebeyên sergirtî û duwanzdeh ga. Ji bo du serekan erebeyek û ji bo her serekekî gayek hebû. Wan ev pêşkêşî anîn ber meskên.
Xudan ji Mûsa re got:
“Van ji wan bistîne, bila di xizmeta Konê Hevdîtinê de bên xebitandin. Tê wan li gorî xizmeta ku bikin bidî Lêwiyiyan.”
Mûsa ga û erebe hildan û da Lêwiyiyan.
Ji bo xizmeta Gêrşoniyan, wî du erebe û çar ga dan wan.
Ji bo xizmeta Mêrariyiyan a ku di bin serweriya Îtamarê kurê Harûnê Kahin de ne, wî çar erebe û heşt ga dan wan.
Lê wî tiştek neda Qohatiyan. Çimkî xizmeta wan, li ser milan hilgirtina taximên pîroz bû.
Di roja gorîgeh hat rûnkirin de, serekan ji bo pîrozkirina wê diyariyên xwe pêşkêş kirin. Wan li ber gorîgehê pêşkêşiyên xwe dan.
Xudan ji Mûsa re got: “Ji bo pîrozkirina gorîgehê her roj wê serekek pêşkêşiya xwe bîne.”
Kesê ku di roja pêşî de pêşkêşiya xwe da, ji eşîra Cihûda Nahşonê kurê Emmînadav bû.
Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.
Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,
wekî qurbana şewitandinê conegayek, beranek û berxekî nêr ê yeksalî,
wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek,
wekî qurbana aştiyê du dewar, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxên nêr ên yeksalî. Pêşkêşiya Nahşonê kurê Emmînadav ev bû.
Di roja diduyan de serekê eşîra Îssexar Natanêlê kurê Sûar pêşkêşiya xwe da.
Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.
Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,
wekî qurbana şewitandinê conegayek, beranek û berxekî nêr ê yeksalî,
wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek,
wekî qurbana aştiyê du dewar, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxên nêr ên yeksalî. Pêşkêşiya Natanêlê kurê Sûar ev bû.
Di roja sisêyan de serekê eşîra Zevûlon Êliyavê kurê Hêlon pêşkêşiya xwe da.
Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.
Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,
wekî qurbana şewitandinê conegayek, beranek û berxekî nêr ê yeksalî,
wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek,
wekî qurbana aştiyê du dewar, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxên nêr ên yeksalî. Pêşkêşiya Êliyavê kurê Hêlon ev bû.
Di roja çaran de serekê eşîra Rûbên Êlîsûrê kurê Şedêûr pêşkêşiya xwe da.
Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.
Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,
wekî qurbana şewitandinê conegayek, beranek û berxekî nêr ê yeksalî,
wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek,
wekî qurbana aştiyê du dewar, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxên nêr ên yeksalî. Pêşkêşiya Êlîsûrê kurê Şedêûr ev bû.
Di roja pêncan de serekê eşîra Şimûn Şelûmiyêlê kurê Sûrîşadday pêşkêşiya xwe da.
Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.
Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,
wekî qurbana şewitandinê conegayek, beranek û berxekî nêr ê yeksalî,
wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek,
wekî qurbana aştiyê du dewar, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxên nêr ên yeksalî. Pêşkêşiya Şelûmiyêlê kurê Sûrîşadday ev bû.
Di roja şeşan de serekê eşîra Gad Êlyasafê kurê Deûêl pêşkêşiya xwe da.
Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.
Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,
wekî qurbana şewitandinê conegayek, beranek û berxekî nêr ê yeksalî,
wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek,
wekî qurbana aştiyê du dewar, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxên nêr ên yeksalî. Pêşkêşiya Êlyasafê kurê Deûêl ev bû.
Di roja heftan de serekê eşîra Efrayîm Êlîşamayê kurê Emmîhûd pêşkêşiyên xwe da.
Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.
Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,
wekî qurbana şewitandinê conegayek, beranek û berxekî nêr ê yeksalî,
wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek,
wekî qurbana aştiyê du dewar, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxên nêr ên yeksalî. Pêşkêşiya Êlîşamayê kurê Emmîhûd ev bû.
Di roja heştan de serekê eşîra Minaşşe Gamliyêlê kurê Pedahsûr pêşkêşiya xwe da.
Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.
Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,
wekî qurbana şewitandinê conegayek, beranek û berxekî nêr ê yeksalî,
wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek,
wekî qurbana aştiyê du ga, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxên nêr ên yeksalî. Pêşkêşiya Gamliyêlê kurê Pedahsûr ev bû.
Di roja nehan de serekê eşîra Binyamîn Avîdanê kurê Gîdonî pêşkêşiya xwe da.
Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.
Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,
wekî qurbana şewitandinê conegayek, beranek û berxekî nêr ê yeksalî,
wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek,
wekî qurbana aştiyê du dewar, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxên nêr ên yeksalî. Pêşkêşiya Avîdanê kurê Gîdonî ev bû.
Di roja dehan de serekê eşîra Dan Ahiyezerê kurê Emmîşadday pêşkêşiya xwe da.
Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.
Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,
wekî qurbana şewitandinê conegayek, beranek û berxekî nêr ê yeksalî,
wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek,
wekî qurbana aştiyê du dewar, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxên nêr ên yeksalî. Pêşkêşiya Ahiyezerê kurê Emmîşadday ev bû.
Di roja yanzdehan de serekê eşîra Aşêr Pagiyêlê kurê Oxran pêşkêşiya xwe da.
Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.
Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,
wekî qurbana şewitandinê conegayek, beranek û berxekî nêr ê yeksalî,
wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek,
wekî qurbana aştiyê du dewar, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxên nêr ên yeksalî. Pêşkêşiya Pagiyêlê kurê Oxran ev bû.
Di roja duwanzdehan de serekê eşîra Neftelî Ahîrayê kurê Eynan pêşkêşiya xwe da.
Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.
Firaxekî zêrîn ku tije bixûr bû û giraniya wî deh şekel bû,
wekî qurbana şewitandinê conegayek, beranek û berxekî nêr ê yeksalî,
wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek,
wekî qurbana aştiyê du dewar, pênc beran, pênc nêrî û pênc berxên nêr ên yeksalî. Pêşkêşiya Ahîrayê kurê Eynan ev bû.
Di roja gorîgeh hat rûnkirin de, diyariyên ku serekên gelê Îsraêl ji bo pîrozkirina wê anîn ev bûn: Duwanzdeh tasikên zîvîn, duwanzdeh legenên zîvîn û duwanzdeh firaxên zêrîn,
giraniya her tasa zîvîn 130 şekel, giraniya her tasika 70 şekel bû. Li gorî şekelê Pîrozgehê, hemû zîvê taximan 2.400 şekel bû.
Duwanzdeh firaxên zêrîn ku tije bixûr bûn û li gorî şekelê Pîrozgehê giraniya her firaxê deh şekel bû. Hemû zêrê firaxan 120 şekel bû.
Bi pêşkêşiya dexlê re dewarên qurbana şewitandinê ev bûn: Duwanzdeh conega, duwanzdeh beran û duwanzdeh berxên nêr ên yeksalî bûn. Ji bo pêşkêşiya paqijiyê, duwanzdeh nêrî hatin pêşkêşkirin.
Dewarên qurbana aştiyê jî ev bûn: Bîst û çar conega, şêst beran, şêst nêrî û şêst berxên nêr ên yeksalî. Piştî gorîgeh hat rûnkirin, pîrozkirina wê wiha bû.
Gava Mûsa ji bo ku bi Xudan re bipeyive ket Konê Hevdîtinê, ji ser derxûnê li ser Sindoqa Şahidiyê, dengekî bihîst ku ji navbera du xerûban hat. Xudan bi vî awayî pê re peyivî.
Xudan ji Mûsa re got:
“Bi Harûn re bipeyive û jê re bêje: ‘Gava te qendîl danîn cihê wan, bila heft qendîl ronahî bidin pêş şamdankê.’”
Harûn wiha kir. Çawa ku Xudan li Mûsa emir kiriye, wî qendîl bi awayê ku pêş şamdankê ronahî bikin bi cih kirin.
Îcar şamdank wiha hatibû çêkirin: Ji lingan heta nexşên kulîlkan zêr bûn ku bi çakûçê hatibûn kutandin. Şamdank li gorî mînaka ku Xudan ji Mûsa re şandibû hate çêkirin.
Xudan ji Mûsa re got:
“Lêwiyiyan ji nav gelê Îsraêl veqetîne û wan paqij bike.
Ji bo paqijkirina wan tê wiha bikî: Ava paqijiyê bireşîne ser wan û bila di ser tevahiya bedena xwe de gûzanê derbas bikin, cilên xwe bişon û xwe paqij bikin.
Bila conegayekî û wekî pêşkêşiya wî ya dexlê, hevîrê ji arvanê hûr ê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin hilînin û wekî pêşkêşiya paqijiyê, tê jî conegayekî din hilînî.
Tê Lêwiyiyan bînî ber Konê Hevdîtinê û tevahiya civaka Îsraêl bicivînî.
Tê Lêwiyiyan bînî hizûra Xudan, wê Îsraêlî destê xwe deynin ser Lêwiyiyan.
Wê Harûn ji nav gelê Îsraêl, Lêwiyiyan wekî pêşkêşiya raberkirinê bîne hizûra Xudan ku xizmeta Xudan bikin.
“Wê Lêwiyî destê xwe deynin ser serê conegayan û ji bo ku di ber Lêwiyiyan de bibe kefaret, wê yekî wekî pêşkêşiya paqijiyê, yê din wekî qurbana şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin.
Tê Lêwiyiyan li pêş Harûn û kurên wî bidî sekinandin û wan wekî pêşkêşiya raberkirinê bînî hizûra Xudan.
Tê bi vî awayî Lêwiyiyan ji nav gelê Îsraêl veqetînî. Lêwiyî wê bibin ên min.
“Piştî ku te ew paqij kirin û wekî pêşkêşiya raberkirinê dan, wê Lêwiyî bikevin hundir ku xizmeta Konê Hevdîtinê bikin.
Çimkî di nav gelê Îsraêl de ew bi tevahî ji min re hatine veqetandin. Min di şûna kurên pêşî yên Îsraêliyan de ew ji xwe re veqetandin.
Ji ber ku di nav gelê Îsraêl de, çi mirov, çi heywan, hemû berên pêşî, yên min in. Roja ku min li welatê Misrê li hemû kurên pêşî xist, min ew ji xwe re veqetandin.
Îcar min di şûna hemû kurên pêşî yên gelê Îsraêl de Lêwiyî hilbijartin.
Ji bo gava gelê Îsraêl nêzîkî Pîrozgehê dibe, belayek neyê serê wan û Lêwiyî ji bo gelê Îsraêl xizmeta Konê Hevdîtinê bikin û ji bo wan kefaretê bidin, min ji nav gelê Îsraêl ew wekî diyarî dan Harûn û kurên wî.”
Mûsa, Harûn û tevahiya civaka Îsraêl tişta ji bo Lêwiyiyan hat gotin, kir. Gelê Îsraêl her tiştên ku Xudan ji bo Lêwiyiyan li Mûsa emir kiribû kirin.
Îcar Lêwiyiyan xwe ji gunehan paqij kirin û cilên xwe şûştin. Piştre Harûn ew li hizûra Xudan wekî pêşkêşiya raberkirinê pêşkêş kirin û ji bo paqijkirina wan kefaret da.
Ji wê rojê û pêve Lêwiyî diketin Konê Hevdîtinê ku li ber Harûn û kurên wî xizmetê bikin. Çawa ku Xudan li ser Lêwiyiyan li Mûsa emir kiribû, wan wiha kir.
Xudan ji Mûsa re got:
“Ya ku wê Lêwiyî bikin ev e: Kesên wan ên ku bîst û pênc salî û mezintir in, wê xizmeta Konê Hevdîtinê bikin.
Lê piştî pêncî salî wê dev ji karê xizmetê berdin û careke din xizmetê nekin.
Wê alîkariya birayên xwe di Konê Hevdîtinê de bikin lê wê xizmetê nekin. Tê berpirsiyariya Lêwiyiyan bi vî awayî saz bikî.”
Di meha pêşî ya sala diduyan a derketina ji welatê Misrê de, Xudan li Beriya Sînayê ji Mûsa re got:
“Bila gelê Îsraêl di dema kifşkirî de Cejna Derbasbûnê pîroz bike.
Hûnê di dema kifşkirî, di çardehê vê mehê de, ber êvarê vê bikin. Hûnê li gorî hemû qanûn û rêbazên wê, Cejna Derbasbûnê pîroz bikin.”
Mûsa li gelê Îsraêl emir kir ku Cejna Derbasbûnê pîroz bikin.
Îcar wan li Beriya Sînayê, di çardehê meha pêşî de, ber êvarê Cejna Derbasbûnê pîroz kir. Gelê Îsraêl her tiştî bi awayê ku Xudan li Mûsa emir kiriye pêk anî.
Lê hinek kes hebûn ku dest dabûn miriyan û qirêj bûbûn. Wan wê rojê nikaribûn Cejna Derbasbûnê pîroz bikin. Wê rojê hatin ba Mûsa û Harûn.
Wan ji Mûsa re got: “Ji ber ku me dest daye miriyan, em qirêj bûne. Lê çima destûr tuneye ku em di dema kifşkirî de bi Îsraêliyên din re ji Xudan re pêşkêş bikin?”
Mûsa ji wan re got: “Ka bisekinin, ez bibihîzim Xudan ji bo we çi emir kiriye.”
Xudan ji Mûsa re got:
“Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Yekî ji we yan jî yekî ji ziriyeta we ji ber ku dest dabe miriyan û qirêj bûbe yan li rêwîtiyeke dûr be, dîsa dikare Cejna Derbasbûnê ya Xudan pîroz bike.
Wê di çardehê meha diduyan de ber êvarê wê bike. Wê bi nanê şikeva û bi giyayên tehl re bixwe.
Wê ew heta serê sibê ji xwarinê tiştekî nehêlin û hestiyekî wê neşikênin. Wê Cejna Derbasbûnê li gorî hemû rê û rêbazên wê pîroz bikin.
Lê yekî ku paqij e û ne li rêwîtiyê ye û Cejna Derbasbûnê pîroz neke, wê ji nav gelê xwe bê avêtin. Madem wî di dema kifşkirî de pêşkêşî Xudan nekiriye, wê cezayê gunehê xwe bikişîne.
“‘Heke xerîbek di nav we de bimîne û bixwaze ji Xudan re Cejna Derbasbûnê pîroz bike, wê li gorî qanûn û rêbazên wê, bike. Wê ji bo we, qanûneke welatiyan û xerîban hebe.’”
Roja ku mesken hat danîn, ewran meskên ango Konê Şahidiyê nixamt. Ji êvarê heta serê sibê di şiklê êgir de li ser meskên sekinî.
Ev hergav wiha bû. Ewr mesken dinixamt û bi şev şiklê êgir hebû.
Gava ewr ji ser kon radibû, gelê Îsraêl koç dikir. Ewr li ku derê bisekiniya, Îsraêliyan li wê derê kon vedida.
Li gorî fermana devê Xudan, gelê Îsraêl koç dikir û li ser fermana devê Xudan kon vedida. Di hemû rojên ku ewr li ser meskên dima de, ji cihê xwe ranedibûn.
Gava ewr demeke dirêj li ser meskên dima, gelê Îsraêl fermana Xudan pêk dianî û bi rê nediketin.
Carna ewr ji bo çend rojan li ser meskên dima. Wî çaxî li ser fermana devê Xudan li cihê xwe diman û li ser fermana devê Xudan jî wan koç dikir.
Carna ewr ji êvarê heta serê sibê dima û gava serê sibê radibû, wan koç dikir. Bi şev an bi roj, gava ewr ji ser kon rabûya wan koç dikir.
Dixwazî du roj, dixwazî mehek an demeke dirêj, heta ewr li ser meskên dima, Îsraêlî li cihê xwe diman û bi rê nediketin. Lê gava ewr radibû wan koç dikir.
Wan li ser fermana devê Xudan kon vedida û li ser fermana devê Xudan koç dikir. Bi vî awayî wan fermana Xudan ku bi riya Mûsa hat dayîn, pêk anî.
Xudan ji Mûsa re got:
“Ji bo xwe du boriyên ji zîvê kutayî çêke. Tê wan ji bo gazîkirina civakê û barkirina artêşgehê bixebitînî.
Gava tu li wan bixî, wê tevahiya civakê li ba te, li ber deriyê Konê Hevdîtinê bicive.
Heke yek bê lêxistin, wê serekên eşîrên Îsraêl li ba te bicivin.
Gava borî carekê lêxe, wê artêşgehên ku li aliyê rojhilat rûniştî ne bi rê bikevin.
Gava borî du caran lêxe, wê artêşgehên ku li aliyê başûr rûniştî ne bi rê bikevin. Ji bo ku ew bi rê bikevin, wê bi dengê bilind bê lêxistin.
Ji bo civandina civakê jî wê borî bên lêxistin, lê ne bi dengê bilind.
Divê kurên Harûnê Kahin li boriyê bixin. Wê ev di nav nifşên we de qanûneke herheyî be.
Gava hûn li welatê xwe li dijî dijminê zordar herin şer, hûnê bi dengê bilind li boriyê bixin. Wê gavê wê Xwedayê we Xudan we bi bîr bîne û hûnê ji dijminên xwe rizgar bibin.
Hûnê di rojên şahiyan de, di cejnên heyva nû de û di cejnên din de li ser qurbanên aştiyê û şewitandinê li boriyê bixin. Bi vî awayî hûnê li ber Xwedayê xwe bên bibîranîn. Ez Xwedayê we Xudan im.”
Di bîstê meha diduyan a sala diduyan de, ewr ji ser meskên rabû ku Şahidî tê de bû.
Îcar gelê Îsraêl ji Beriya Sînayê koç kir. Ewr li Beriya Paranê sekinî.
Ev cara pêşî bû ku wan li ser fermana devê Xudan ku bi riya Mûsa hat dayîn, koç dikir.
Pêşî eşîra Cihûda di bin ala xwe de li gorî yekîneyên xwe bi rê ket. Nahşonê kurê Emmînadav serwerê yekîneya wan bû.
Natanêlê kurê Sûar li ser yekîneya eşîra Îssexar bû.
Êliyavê kurê Hêlon ji yekîneya eşîra Zevûlon re serwerî dikir.
Piştre wan mesken da hev. Gêrşonî û Mêrariyiyên ku mesken hildida, bi rê ketin.
Paşê eşîra Rûbên di bin ala xwe de li gorî yekîneyên xwe bi rê ket. Şedêûrê kurê Êlîsûr serwerê yekîneya wan bû.
Şelûmiyêlê kurê Sûrîşadday li ser yekîneya eşîra Şimûn bû.
Êlyasafê kurê Deûêl li ser yekîneya eşîra Gad bû.
Qohatiyên ku taximên pîroz hildigirtin bi rê ketin.
Paşê eşîra Efrayîm di bin ala xwe de li gorî yekîneyên xwe bi rê ket. Êlîşamayê kurê Emmîhûd li ser yekîneya wan bû.
Gamliyêlê kurê Pedahsûr li ser yekîneya eşîra Minaşşe bû.
Avîdanê kurê Gîdonî li ser yekîneya eşîra Binyamîn bû.
Piştî hemûyan eşîra Dan di bin ala xwe de li gorî yekîneyên xwe bi rê ket. Ahiyezerê kurê Emmîşadday li ser yekîneya wan bû.
Pagiyêlê kurê Oxran li ser yekîneya eşîra Aşêr bû.
Ahîrayê kurê Eynan li ser yekîneya eşîra Nefteliyiyan bû.
Li gorî yekîneyên xwe birêketina gelê Îsraêl wiha bû. Îcar wan koç kir.
Mûsa ji Hovavê kurê Reûêlê Mîdyanî yê xezûrê xwe re got: “Em diçin warê ku Xudan got: ‘Ezê bidim we.’ Bi me re were, emê qenciyê bi te bikin. Çimkî Xudan soz da ku wê qenciyê bi gelê Îsraêl bike.”
Hovav jê re got: “Ez nayêm, ezê vegerim welatê xwe ba merivên xwe.”
Mûsa got: “Hêvî dikim dev ji me bernede, çimkî wan cihên ku emê li beriyê kon vedin tu dizanî. Tê bibî çavê me.
Heke tu bi me re werî, Xudan çi qenciyê bi me bike, emê jî bi te bikin.”
Bi vî awayî ew ji Çiyayê Xudan bi rê ketin û qonaxa sê rojan çûn. Ji bo ku ji wan re dera bêhnvedanê bibîne, Sindoqa Peymana Xudan sê rojan li pêş wan çû.
Gava ji artêşgehê derketin, ewrê Xudan bi rojan li ser wan bû.
Gava Sindoq bi rê diket, Mûsa digot: “Ya Xudan rabe! Bila dijminên te belav bibin. Kesên ji te nefret dikin, Bila ji ber te birevin!”
Gava sindoq disekinî, wî digot: “Ya Xudan tu li hezar Û li deh hezarên gelê Îsraêl vegere!”
Gel ji ber tengasiya xwe dest bi gazinan kir. Xudan bihîst û hêrs bû. Agirê Xudan li dijî wan pêket û kesên li keviyên artêşgehê ne daqurtandin.
Gel lavayî Mûsa kir û gava Mûsa ji Xudan re dua kir, agir tefiya.
Navê wê derê, Tavêra danî, çimkî agirê Xudan di nav wan de pêketibû.
Îcar dilê xelkê xerîb ê di nav wan de gelekî diçû xwarinên din. Gelê Îsraêl bi girî û gazin digot: “Xwezî hinek goşt hebûya me bixwara!
Masî, xiyar, zebeş, pirase, pîvaz û sîrên ku me li Misrê belaş dixwarin hatin bîra me.
Lê niha em ji birçiyê helak bûn. Ji xeynî man ê em tiştekî nabînin.”
Man wekî tovê kişnişê bû û wekî benîştê xuya dikir.
Gel digeriya, dida hev, bi destaran dihêra yan jî di coniyan de dikuta. Ew di quşxaneyê de dikeland û jê kilor çêdikir. Tehma wê wekî tehma wê xwarinê bû ku bi zeytê hatibû çêkirin.
Gava bi şev xunav diket ser artêşgehê, man jî pê re dihat.
Mûsa bihîst ku her malbat li ber konê xwe digirî. Xudan bi vê yekê gelekî hêrs bû. Ev yek ne bi dilê Mûsa bû.
Mûsa ji Xudan re got: “Te çima xerabî bi xulamê xwe kir? Min çi kir ku dilê te bi min ne xweş e û te barê vî gelî da pişta min?
Ma ez ji tevahiya vî gelî re bi zaro mam? Qey min ew anîn dinyayê? Tu dibêjî: ‘Wekî dadikeke ku zarokê berşîr hildigire, wan di hembêza xwe de bibe wê axa ku min ji bav û kalên wan re sond xwariye.’
Ew li ber min digerin û bi girî û gazin dibêjin: ‘Goşt bide me em bixwin!’ Ji bo tevahiya vî gelî ez ewqas goşt ji ku bînim?!
Ez nikarim bi tena serê xwe. Tevahiya vî gelî ragirim. Nikarim vî barê giran rakim.
Heke tê bi vî awayî bi min re bidî û bistînî –heke dilê te bi min xweş e– Lava dikim hema vêga min bikuje ku ez tehlî-tengiya xwe nebînim.”
Xudan ji Mûsa re got: “Ji nav rîspiyên gelê Îsraêl heftê kesên ku tu wekî rêber û peywirdar dizanî, bicivîne û wan bîne Konê Hevdîtinê. Bila li wir, li ba te bisekinin.
Ezê werim xwarê û li wir bi te re bipeyivim. Ezê ji ruhanîtiya li ser te hilînim û bidim wan. Ji bo ku tu tenê hilnegirî, wê gel vî barî bi te re hilgire.
“Îcar ji gel re bibêje, ji bo sibê xwe pak bikin, hûnê goşt bixwin. Çimkî we got: ‘Wê kî goşt bide me? Li welatê Misrê rewşa me baş bû’ û Xudan ev girî bihîst. Wê Xudan goşt bide we û hûnê bixwin.
Ne rojek, du roj, pênc roj, deh roj, bîst rojan,
meheke sax, heta ji pozê we bê û hûn jê bikerixin hûnê bixwin! Çimkî we Xudanê di nav xwe de red kir, hûn li ber wî giriyan û we got: ‘Em çima ji Misrê derketin?’”
Mûsa got: “Gelê ku ez di nav wan de me, 600.000 peya ne û tu dibêjî: ‘Ezê goşt bidim wan û wê tevahiya mehê bixwin.’
Ma bi qasî wan têr bike pez û dewar hene ku em serjê bikin? An jî tevahiya masiyên deryayê bên girtin, gelo wê têra wan bike?”
Xudan ji Mûsa re got: “Qey ji destê Xudan nayê? Tê niha bibînî ka tiştê min ji te re got pêk tê yan na.”
Mûsa derket derve û gotinên Xudan ji gel re got. Wî ji rîspiyên gel heftê kes civandin û li dora kon bi cih kirin.
Xudan ji nav ewran berjêr bû û pê re peyivî. Ji ruhanîtiya ku li ser Mûsa ye hilda û da heftê rîspiyên li wir. Gava Ruh hat ser wan, wan pêxemberî kir. Lê piştre careke din nekir.
Li artêşgehê du zilam mabûn, navê yekî Êldad û yê din Mêdad bû. Ew di nav heftê kesên bijartî de bûn, lê neçûbûn ber kon. Gava Ruh hat ser wan, wan jî li artêşgehê pêxemberî kir.
Xortekî baz da û ji Mûsa re got: “Êldad û Mêdad li artêşgehê pêxemberiyê dikin.”
Xizmetkarê Mûsa, Yêşûyê kurê Nûnê ku ji xortaniya xwe ve pê re bû, got: “Xweyê min Mûsa, rê li ber wan bigire!”
Mûsa li ser vê yekê got: “Ma tu li ber min dikevî? Xwezî tevahiya gelê Xudan pêxember bûya û Xudan Ruhê xwe daniya ser wan.”
Piştre Mûsa û rîspiyên gelê Îsraêl vegeriyan artêşgehê.
Xudan bayekî rakir û ji deryayê sûsik anîn. Bayê sûsik ji her aliyê artêşgehê ve bi qasî rêveçûna rojekê dûr û ji erdê du gaz bilind daxist ser artêşgehê.
Gel tevahiya rojê, tevahiya şevê û dotira rojê sûsik dan hev. Her kesek herî kêm bi qasî barê deh homeran da hev. Wan ew li derdora artêşgehê raxistin.
Hê goşt di nav diranê wan de bû û necûtibûn, hêrsa Xudan li dijî gel rabû û wî bi dijwarî li wan xist.
Navê wê derê Qîvrot-Hattaawa danî. Çimkî gelê ku dilê wan diçû xwarinên din li wê derê veşartin.
Gel ji Qîvrot-Hattaawayê koçî Hasêrotê kir û li wir ma.
Miryem û Harûn ji ber jinika Kûş î rexne li Mûsa girtin. Çimkî wî jineke Kûş î ji xwe re anîbû.
Wan got: “Ma Xudan tenê bi riya Mûsa peyivî? Ma bi riya me jî nepeyivî?” Xudan ev yek bihîst.
Mûsa ji her kesê li ser rûyê erdê nefsbiçûktir bû.
Xudan jinişkave ji Mûsa, Harûn û Miryemê re got: “Hûn her sê jî herin Konê Hevdîtinê.” Her sê çûn.
Xudan di nav stûna ewran de daket. Li ber deriyê kon sekinî û gazî Harûn û Miryemê kir. Gava herdu diçûn,
Xudan got: “Guh bidin gotina min: “Heke di nav we de pêxemberek hebe, Ez Xudan, ezê di dîtiniyekê de xwe pê bidim zanîn. Ezê di xewnê de pê re bipeyivim.
Lê xulamê min Mûsa ne wisa ye, Di tevahiya mala min de dilsoz e.
Ezê ne bi remzan, pê re vekirî, Rû bi rû pê re bipeyivim. Ew sûretê Xudan dibîne. Nexwe hûn çawa ji rexnekirina xulamê min Mûsa netirsiyan?”
Hêrsa Xudan li dijî wan rabû û ji wir çû.
Ewr ji ser kon rabû. Nexweşiya çerman li Miryemê peyda bûbû û laşê wê wekî berfê spî bû. Harûn li Miryemê zivirî dît ku kotî ye.
Harûn ji Mûsa re got: “Ezbenî lava dikim ji ber gunehê me yê ku me bi ehmeqî kir, me ceza neke.
Lava dikim, bila dirûvê Miryemê neşibe dirûvê bebikeke mirî û nîvbeden ku ji diya xwe bûye.”
Mûsa hêvî û lava ji Xudan kir û got: “Ya Xwedê, ez lava dikim şifayê bide Miryamê.”
Xudan ji Mûsa re got: “Heke bavê wê tif bikira ser çavê wê, wê heft rojan şerm nekira? Wê heft rojan ji artêşgehê dûr bixin û paşê dîsa bînin.”
Wan Miryem heft rojan ji artêşgehê dûr kir. Heta ew venegeriya, gel bi rê neket.
Piştre gel ji Hasêrotê koç kir û li Beriya Paranê kon veda.
Xudan ji Mûsa re got:
“Hinek kesan bişîne, bila lêkolîna welatê Kenanê bikin ku ez didim gelê Îsraêl. Ji her eşîreke bav û kalên xwe serekekî bişîne.”
Li ser fermana devê Xudan, Mûsa ji Beriya Paranê ew şandin. Hemû ji serekên gelê Îsraêl bûn.
Navên wan ev bûn: Ji eşîra Rûbên Şammûayê kurê Zakkûr,
ji eşîra Şimûn Şafatê kurê Horî,
ji eşîra Cihûda Kalêvê kurê Yefûnne,
ji eşîra Îssexar Yîgalê kurê Ûsiv,
ji eşîra Efrayîm Hoşêyayê kurê Nûn,
ji eşîra Binyamîn Paltiyê kurê Rafû,
ji eşîra Zevûlon Gaddiyêlê kurê Sodî,
ji eşîra Ûsiv –ji eşîra Minaşşe– Gaddiyê kurê Sûsî,
ji eşîra Dan Emmiyêlê kurê Gemallî,
ji eşîra Aşêr Setûrê kurê Mîxayîl,
ji eşîra Neftelî Nahbiyê kurê Wofsî
û ji eşîra Gad Geûêlê kurê Maxî.
Kesên ku Mûsa ji bo lêkolîna welêt şandibûn ev bûn. Mûsa navê Hoşêyayê kurê Nûn guhert û kir Yêşû.
Gava Mûsa ew şandin ku lêkolîna welatê Kenanê bikin, wî ji wan re got: “Herin Negevê. Herin herêma çiyayî
û hîn bibin ka welat çawa ye. Mirovên wir qels in an hêzdar in, gelek in an hindik in?
Binêrin, welatê wan çawa ye. Ew qenc e yan xerab e? Bajarên wan vekirî ne yan sûrkirî ne?
Binêrin ax berdar e yan bêber e? Tê de dar hene yan tunene? Hûn hêzdar bin û ji fêkiyên welêt bînin.” Wî çaxî wextê tiriyê pêşî bû.
Zilam rabûn bi rê ketin, ji Beriya Zînê ber bi Levo-Hamatê, heta Rehovê lêkolîna welêt kir.
Herwiha wan Negevê derbas kir û hatin Hevrona ku ji binemalên Enaqiyan; Ahîman, Şêşay û Talmay li wir diman. –Hevron heft sal beriya Bajarê Soanê hatibû avakirin ku ew bajar li Misrê bû.–
Gava ew gihîştin Newala Eşkolê, wan guliyekî dêliyê ku gûşiyek tirî pê ve bû jêkir. Du zilaman gulî li ser darekî hilgirt. Wan ji hinar û hejîran jî anîn.
Ji ber ku gelê Îsraêl gûşiyê tirî jêkir, wan navê wê derê Newala Eşkolê danî.
Piştî çil rojan ew ji lêkolîna welêt vegeriyan.
Li Qadêşa li Beriya Paranê hatin ba Mûsa, Harûn û tevahiya civaka Îsraêl. Wan ya ku dîtine ji wan re û ji tevahiya civaka Îsraêl re got û fêkiyên welêt nîşanî wan da.
Wan ji Mûsa re got: “Em gihîştin wî welatê ku te em şandinê. Bi rastî şîr û hingiv jê diherike û ev jî fêkiyê wî ye.
Lê miletê li wir dijî hêzdar e, bajar bisûr û gelekî mezin in. Me li wir kesên ji ziriyeta Enaqî jî dîtin.
Li Negevê Emalêqî dimînin. Li herêma çiyayî Hîtîtî, Yevûsî û Amorî dimînin. Li kêleka deryayê û keviyên Çemê Şerîayê Kenanî dimînin.”
Kalêv li pêş Mûsa gel bêdeng kir û got: “Rabin em herin û desteser bikin. Çimkî hêza me têra vê yekê dike.”
Lê kesên pê re çûbûn wir got: “Hêza me tuneye ku em li dijî vî gelî rabin. Ew ji me hêzdartir in.”
Wan li ser welêt xebera nebaş li nav gelê Îsraêl belav kir ku li wir lêkolîn kiribûn. Wan digot: “Welatê ku me li ser sixûrî kir, welatekî wisa ye ku şêniyên wî hev dixwin! Hemû kesên me li wir dîtin, bejinbilind bûn.
Me li wir Nefîlî dîtin ku ji ziriyeta Enaqiyan in. Em li ber wan wekî kuliyan bûn. Di çavê wan de jî em wisa bûn.”
Tevahiya civakê dengê xwe bilind kir û qîriya. Gel wê şevê giriya.
Hemû gelê Îsraêl li ba Mûsa û Harûn gilî û gazinên xwe kirin. Tevahiya civakê ji wan re got: “Xwezî em li welatê Misrê yan jî li vê beriyê bimirana!
Çima Xudan me dibe vî welatî? Ji bo me bidin ber şûran? Wê jin û zarokên me talan bibin. Ma vegera Misrê ji bo me ne çêtir e?”
Piştre ji hev re got: “Em ji bo xwe yekî bikin serek û vegerin Misrê.”
Mûsa û Harûn li ber çavê civaka Îsraêl deverû çûn erdê.
Ji nav kesên ku lêkolîna welêt kiribû Yêşûyê kurê Nûn û Kalêvê kurê Yefûnne cilên xwe çirandin.
Piştre wan ji tevahiya civaka Îsraêl re got: “Welatê ku me lêkolîna wî kir, welatekî gelekî qenc e.
Heke Xudan ji me razî be, wê me bibe wê derê û wê bide me. Ew der welatekî wisa ye ku şîr û hingiv jê diherike.
Tenê li dijî Xudan ranebin û ji gelê welêt netirsin. Çimkî emê wan wekî pariyek nan bixwin û biqedînin. Siya ku wan xwe spartiye rabûye û Xudan bi me re ye. Ji wan netirsin.”
Tevahiya civakê xwest wan bide ber keviran, lê jinişkave rûmeta Xudan li Konê Hevdîtinê li hemû gelê Îsraêl xuya bû.
Xudan ji Mûsa re got: “Wê heta kengê ev gel min kêm bibîne? Bi ser wan nîşanên ku ez di nav wan de raber dikim, wê heta kengê ji min bawer nekin?
Ezê bi kulê li wan bixim û wan ji mîrasa bêpar bihêlim. Lê ezê te bikim miletekî ji wan mezintir û hêzdartir.”
Mûsa got: “Wê Misrî vê yekê bibihîzin, çimkî te bi hêza xwe ev gel ji nav wan deranî.
Wê vê yekê ji şêniyên welêt re eşkere bikin. “Ya Xudan, wan bihîst ku tu di nav vî gelî de yî. Çimkî tu rû bi rû xuya dibî, ewrê te li ser wan disekine û tu bi roj di nav stûna ewran de û bi şev di nav stûna êgir de rêve diçî.
Heke tu vî gelî wekî mirovekî bikujî, wê miletên nav û dengê te bihîstine bibêjin:
‘Ji ber ku Xudan nikaribû wan bibe welatê ku sond xwaribû û dabû wan, ew li beriyê serjê kirin.’
“Niha ez lava dikim, ya Reb, bila hêza te mezin be, çawa ku te gotibû:
“‘Xudan zû hêrs nabe Û dilovaniya wî zêde ye. Ew guneh û xerabiyê dibexişîne Lê sûcdaran bêceza nahêle. Hesabê xerabiya bavan ji kuran, Ji nifşê sisêyan û çaran dipirse.’
Ez ji te lava dikim, te ji Misrê heta vir Çawa ev gel bexişandibe, Li gorî mezinahiya dilsozî û dilovaniya xwe, Neheqiya vî gelî bibexişîne.”
Xudan got: “Min li ser gotina te ew bexişandin.
Lê bi serê xwe û rûmeta xwe ya ku tevahiya dinyayê tije dike, ez wiha dibêjim:
Ev kesên ku rûmeta min û nîşanên min li Misrê û li beriyê min raber kirin dîtin û dîsa jî deh caran ez ceribandim û guhdariya dengê min nekir,
wê tu kes ji wan wî welatî nebîne ku min bi sondxwarin da bav û kalên wan. Her kesê ku ez kêm dîtim wê welêt nebîne.
Lê ji ber ku dilekî cuda pê re ye û wî bi tevahî da ser riya min, ezê xulamê xwe Kalêv bibim welatê ku ew ketê. Wê ziriyeta wî wê derê bi milkî bistîne.
Emalêqî û Kenanî li deştê dijîn. Hûn sibê bizivirin û di riya Derya Sor re bi rê bikevin û herin beriyê.”
Xudan ji Mûsa û Harûn re got:
“Ezê heta kengê li dijî vê civaka xerab a ku li dijî min gilî û gazinên xwe dike li ber xwe bidim? Min gazinên gelê Îsraêl ên li dijî min dikin bihîstin.
Ji wan re bêje: ‘Gotina Xudan ev e: Ez bi serê xwe kim, ezê ya ku we bixwe gotiye bînim serê we.
Wê cendekên we li vê beriyê bikevin. Her kesê li dijî min gilî û gazinên xwe dike û di hejmartinê de emrê wî bîst û mezintir be, wê li vê beriyê bimire.
Li welatê ku min sond xwaribû hûnê lê rûnin, ji bilî Kalêvê kurê Yefûnne û Yêşûyê kurê Nûn, wê tu kes nekevê.
Lê zarokên we yên ku we digot wê bibin talan, ezê wan bibim wir. Wê zarokên we welêt nas bikin ku we red kir.
Lê wê cendekên we li vê beriyê bikevin.
Wê zarokên we çil salan li beriyê wekî şivanan aware bigerin û heta hemû cendekên we li beriyê nemînin, wê berdêla nedilsoziya we bikişînin.
Li gorî hejmara rojên ku we lêkolîna welêt kir ango çil rojan, ji bo her rojekê salek ango hûnê çil salan cezayê sûcê xwe bikişînin. Hûnê bizanibin ku min rûyê xwe ji we vegerandiye.’
Ez Xudan, min gotiye û bi rastî jî ezê vê yekê bînim serê tevahiya vê civaka xerab ku li dijî min rabû. Wê li vê beriyê telef bibin û li vir bimirin.”
Zilamên ku Mûsa ji bo lêkolîna welêt şandibûn, vegeriyabûn û xeberên nebaş li ser welêt gotibûn û kiribûn ku tevahiya civakê li dijî wî gazinan bike,
ew zilamên ku li ser welêt xeberên nebaş anîbûn, li hizûra Xudan bi kulê mirin.
Lê ji zilamên ku lêkolîna welêt kirin, Yêşûyê kurê Nûn û Kalêvê kurê Yefûnne sax man.
Gava Mûsa ev gotin ji tevahiya civaka Îsraêl re got, gel ket nava şîneke giran.
Lê serê sibê zû rabûn û çûn serê çiyê. Wan got: “Me guneh kir, lê niha em amade ne ku herin cihê ku Xudan behsa wî kir.”
Mûsa got: “Çima hûn li dijî fermana devê Xudan derdikevin? Hûn bi ser nakevin.
Neçin şer, çimkî Xudan ne di nav we de ye. Hûnê li ber dijminên xwe têk biçin.
Emalêqî û Kenanî wê li wir werin pêşiya we û we bidin ber şûran. Ji ber ku we dev ji riya Xudan berda, wê Xudan bi we re nebe.”
Lê wan quretî kir û hilkişiyan bilindciyên herêma çiyayî. Sindoqa Peymana Xudan û Mûsa ji nav artêşgehê derneketin.
Emalêqî û Kenaniyên li herêma çiyayî diman, hatin êrîşê wan kirin. Heta bajarê Hormayê wan da pey wan û ew têk birin.
Xudan ji Mûsa re got:
“Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Gava hûn ketin wî welatê ez didim we û hûnê lê rûnin
û ji pêz an dewêr pêşkêşiya şewitandinê bikin ku bêhna wê bi Xudan xweş tê –dixwazî qurbana şewitandinê, dixwazî qurbaneke din a ku ji bo sozekê pêk bîne, wekî pêşkêşiya dilxwaziyê, yan jî, ji bo cejneke kifşkirî–
wê kesê ku wê pêşkêşiyê tîne ji bo Xudan wekî pêşkêşiya dexlê, dehyeka efaya arvanê hûr ê ku bi rûnê bi qasî çarîka hîn e hatiye hevîrkirin jî pêşkêş bike.
Herwiha bi qurbana şewitandinê yan qurbana din re, wê ji bo her berxekî, çarîka hîneke şerabê wekî pêşkêşiya rijandinê pêşkêş bikî.
“‘Di pêşkêşkirina beranekî de, wekî pêşkêşiya dexlê, tê ji arvanê hûr ê ku ji dehan duduyê efayekê ye û ji sisêyan yekê hîneke zeytê hatiye hevîrkirin pêşkêş bikî.
Tê wekî pêşkêşiya rijandinê, ji sisêyan yekê hîneke şerabê pêşkêş bikî ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.
Gava tu ji Xudan re qurbana şewitandinê yan qurbaneke din pêşkêş bikî ku sozekê pêk bîne yan wekî qurbana aştiyê,
tê bi conega re wekî pêşkêşiyeke dexlê, ji dehan sisêya efayeke arvanê hûr ê ku bi nîv hîna zeytê hatiye hevîrkirin pêşkêş bikî.
Wekî pêşkêşiya rijandinê nîv hîn şerabê pêşkêş bike. Wê ev pêşkêşiya şewitandinê be ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.
Her conega, beran, berx û karik wê wiha bê amadekirin.
Li gorî hejmara tu amade dikî, çend heywan bin, tê ji bo her yekê wiha bikî.
“‘Her Îsraêlî yê welatî, gava pêşkêşiya şewitandinê pêşkêş bike, wê van tiştan bike ku bêhna wê bi Xudan xweş be.
Gava xerîbekî mêvan an xerîbekî ku di nav we de dimîne dixwaze pêşkêşiya şewitandinê pêşkêş bike, wê çawa ku hûn bikin, wisa jî bike ku bêhna wê bi Xudan xweş be.
Wê ev yek ji bo tevahiya civakê, ji bo we û xerîbên di nav we de, di nav nifşên we de qanûneke herheyî be. Li hizûra Xudan hûn çawa bin, wê xerîbên di nav we de jî wisa bin.
Wê ji bo we û xerîbên di nav we de ne, şerîet yek be û rêbaz yek be.’”
Xudan ji Mûsa re got:
“Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Gava hûn ketin welatê ku ez we dibimê,
çaxê we ji genimê wî welatî nan xwar, hûnê hinekî jê wekî diyarî pêşkêşî min bikin.
“‘Herwiha hûnê ji hevîrê xwe yê pêşî wekî diyarî kilorekî pêşkêşî min bikin. Hûnê vê wekî pêşkêşiyeke ji bêndera xwe pêşkêşî min bikin.
Hûnê di nav nifşên we de ji hevîrê xwe yê pêşî wekî diyarî pêşkêşî Xudan bikin.
“‘Heke hûn bi nezanî tiştên ku Xudan bi destê Mûsa li we emir kirine, ya ku Xudan ji Mûsa re gotiye,
ji roja ku Xudan emir kiriye û vir ve, di nav nifşên we de hûn van emrên ku we bi riya Mûsa standin pêk neyînin,
heke bi şaşî, bêyî ku civak pê bizane gunehek hebe, wê tevahiya civakê, wekî qurbana şewitandina ku bêhna wê bi Xudan xweş tê, conegayek, li gorî rê û rêbazan bi pêşkêşiya dexlê û pêşkêşiya rijandinê re, wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek bê pêşkêşkirin.
Wê kahin ji bo tevahiya civaka Îsraêl kefaretê bide û wê bên bexişandin. Çimkî wan bi şaşî guneh kiribû. Ji ber gunehê wan, wan pêşkêşiyên paqijî û şewitandinê pêşkêşî Xudan kirin.
Wî çaxî wê tevahiya civaka Îsraêl û xerîbên di nav wan de dijîn bên bexişandin. Çimkî ev şaşîtiya tevahiya civakê bû.
“‘Heke kesek bi nezanî guneh bike, wê wekî pêşkêşiya paqijiyê, bizineke yeksalî pêşkêş bike.
Heke kesek li hizûra Xudan bi şaşî guneh bike, wê kahin ji bo kesê ku bi nezanî guneh kiriye kefaretê bide û wê bê bexişandin.
Di nav gelê Îsraêl de dixwazî welatî, dixwazî jî xerîbên di nav wan de ne, ji bo kesê bi şaşîtî tiştek kiriye şerîet ev e.
“‘Dixwazî welatî, dixwazî xerîb be, kesê bi zanîn guneh kiriye û çêrê Xudan kiriye wê ji nav gel bê avêtin.
Ji ber ku wî gotina Xudan kêm dîtiye û emrê wî şikandiye, wê esse bê avêtin. Ew sûcdar e.’”
Gava gelê Îsraêl li beriyê bû, wan yekî ji xwe dît ku di Roja Septê de êzing dida hev.
Gava dar dida hev, hinekan ew dît û wan ew anî ba Mûsa, Harûn û tevahiya civakê.
Wan ew avêt girtîgehê, çimkî hê ne kifş bû wê çi pê bikin.
Xudan ji Mûsa re got: “Wê ew mirov esse bê kuştin. Wê tevahiya civakê, li derveyî artêşgehê wî bide ber keviran.”
Tevahiya civakê ew derxist derveyî artêşgehê û çawa ku Xudan li Mûsa emir kiriye, ew da ber keviran û kuşt.
Xudan ji Mûsa re got:
“Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Bila di dema hemû nifşên xwe de, rîşiyan bi kujên cilên xwe ve berdin. Bila şehbenekî şînê tarî deynin ser rîşiya her kujê.
Bi vî awayî hûnê wan bibînin û hemû emrên Xudan bi bîr bînin. Hûnê wan bigirin ku nedin pey dil û çavên xwe yên ku zinayê dikin. Wê ev rîşî ji bo vê yekê hebin.
Loma hemû emrên min pêk bînin û ji bo Xwedayê xwe pîroz bin.
Ez im Xwedayê we Xudan ku min hûn ji welatê Misrê deranîn. Xwedayê we Xudan ez im.’”
Qoraxê kurê Yîsharê kurê Qohatê kurê Lêwî, Datan û Avîramê kurên Êliyav, ji ziriyeta Rûbên û Onê kurê Pelet,
bi du sed û pêncî serekên Îsraêlî yên navdar û ji aliyê civakê ve hatine hilbijartin re li dijî Mûsa serî hilda.
Hemû bi hev re çûn ba Mûsa û Harûn û got: “Êdî bes e, tevahiya civakê û her kesê wê pîroz e û Xudan di nav wan de ye. Êdî çima hûn xwe di ser civaka Xudan re dibînin?”
Gava Mûsa ev yek bihîst deverû çû erdê.
Wî ji Qorax û hemû alîgirên wî re got: “Wê serê sibê Xudan kifş bike ka kî yê wî ye û kî pîroz e û wê wî nêzîkî xwe bike. Wê Xudan kesê hilbijartiye derxe hizûra xwe.
Ya Qorax û hemû alîgirên wî! Vê yekê jî bikin! Ji bo xwe bixûrdankan hildin.
Sibê êgir bixin wan û bixûrê deynin ser. Ew kesê wê Xudan hilbijêre, wê pîroz be. Lêwiyîno! We ji xwe zêde kir!”
Îcar Mûsa ji Qorax re got: “Lêwiyîno, guhdar bin!
Xwedayê Îsraêl, ji nav civaka Îsraêl ji bo ku we nêzîkî xwe bike, xizmeta Meskenê Xudan bi we bide kirin, ji bo xizmeta civakê û sekna li ber hizûra wan, hûn veqetandin. Ma ev têra we nake?
Wî tu û hemû birayên te yên Lêwiyî nêzîkî xwe kirin. Hûn daxwaza kahintiyê jî dikin?!
Ya Qorax! Hûn gilî û gazinên xwe li Harûn dikin. Lê civîn û kombûna we li dijî Xudan e!”
Mûsa şand pey Datan û Avîramê kurên Êliyav. Lê wan got: “Em nayên!
Ji bo ku tu me li beriyê bikujî, te em ji welatê ku şîr û hingiv jê diherikî deranîn. Ev kêm bû tu niha dixwazî xwe li ser serê me bikî serek jî!
Tevî ku te em nebirin welatê ku şîr û hingiv jê diherike, te rez û zevî jî wekî mîras nedan me. Ma ji te kirî ev zilam kor in? Na, em nayên.”
Mûsayê ku pir hêrs bû ji Xudan re got: “Pêşkêşiyên wan qebûl neke! Min ji wan kerekî jî nestand û neheqiyê li yekî ji wan jî nekir.”
Piştre Mûsa ji Qorax re got: “Tu û hemû alîgirên xwe, tu jî ew jî sibê werin hizûra Xudan. Bila Harûn jî were.
Bila herkes ji we bixûrdanka xwe hilde û bixûrê deyne ser. Bila her yekî ji we bixûrdanka xwe hilde û du sed û pêncî bixûrdankan bînin hizûra Xudan. Tu û Harûn jî bixûrdankên xwe bînin.”
Îcar her yekî bixûrdanka xwe rakir, agir danî ser û bixûr danî ser êgir. Mûsa û Harûn bi hev re li ber deriyê Konê Hevdîtinê sekinîn.
Qorax tevahiya civakê li dijî Mûsa û Harûn, li ber deriyê Konê Hevdîtinê civand. Rûmeta Xudan li tevahiya civakê xuya bû.
Xudan ji Mûsa û Harûn re got:
“Ji vê civakê dûr bin ku ez hemûyan yekser tune bikim.”
Mûsa û Harûn deverû çûn erdê û wan got: “Ya Xwedê, Xwedayê ruhên hemû beşerê, gava kesek guneh dike, tu li tevahiya civakê hêrs dibî?”
Xudan ji Mûsa re got:
“Ji civakê re bibêje, bila xwe ji konên Qorax, Datan û Avîram dûr bixe.”
Mûsa rabû, çû ba Datan û Avîram. Rîspiyên gelê Îsraêl pê re çûn.
Wî ji civakê re got: “Ez lavayî we dikim, ji bo ku hûn bi hemû gunehên wan re tune nebin, xwe ji dora konên van zilamên xerab dûr bixin. Destê xwe nedin tiştekî wan.”
Wan xwe ji konên Qorax, Datan û Avîram dûr kir. Datan û Avîram rabûn bi hemû jin û zarokên xwe yên hûr û gir re li ber konan sekinîn.
Mûsa got: “Hûnê ji vê yekê fêm bikin ku ji bo van karan bikim, Xudan ez şandime û ez tu tiştî ji ber xwe ve nakim:
Heke ev zilam wekî her kesî bimirin û rastî bûyerekê werin ku tê serê her kesî, wî çaxî bizanibin ku Xudan ez neşandime.
Lê heke Xudan tiştekî nû çêke ku erd devê xwe veke, wan û her tiştê wan daqurtîne û bi saxî bikevin diyarê miriyan, wî çaxî hûnê fêm bikin ku wan Xudan kêm dît.”
Çawa ku Mûsa gotina xwe temam kir, axa bin wan qelişî.
Erd qelişî, ew û maliyên xwe, hemû zilamên Qorax û tevahiya mal û milkê wan daqurtandin.
Ew û hemû tiştên wan bi saxî ketin diyarê miriyan. Erdê, ew nixamtin û di nav civakê de tune bûn.
Tevahiya gelê Îsraêl ê li derdorê ji ber qîrîna wan reviya û got: “Bila erd me jî danequrtîne.”
Agir ji ber Xudan derket û du sed û pêncî kesên ku bixûr pêşkêş dikirin daqurtandin.
Xudan ji Mûsa re got:
“Ji Êlezarê kurê Harûnê Kahin re bêje, bila bixûrdankan ji nav êgir derxe û tu jî pizotên êgir belav bike. Çimkî tepsik pîroz in.
Ji bo wan kesên ku guneh kirine, ev bixûrdank êdî pîroz in. Wan bikutin û ji bo gorîgehê bikin lewheyên nixamtinê. Ji ber ku tepsik li ber Xudan hatine pêşkêşkirin, pîroz in. Bila ev ji bo gelê Îsraêl bibin nîşan.”
Êlezarê Kahin bixûrdankên tûnc ên ku mirovên şewitandî pêşkêş kiribûn hildan û ji bo gorîgehê wekî lewheyên nixamtinê kutan.
Çawa ku Xudan bi riya Mûsa gotiye, ev yek ji bo gelê Îsraêl bû bîranîneke ku kesekî ne ji ziriyeta Harûn e nêzîk nebe û li ber Xudan bixûrê pênexe û ya ku hatiye serê Qorax û alîgirên wî neyê serê wî jî.
Dotira rojê tevahiya civaka Îsraêl li dijî Mûsa û Harûn gilî û gazinên xwe kir. Wan got: “We gelê Xudan kuşt.”
Gava civak li dijî Mûsa û Harûn civiya, wan berê xwe da Konê Hevdîtinê. Ewr kon nixamt û rûmeta Xudan xuya bû.
Mûsa û Harûn hatin ber Konê Hevdîtinê.
Xudan ji Mûsa re got:
“Ji nav vê civakê xwe dûr bixin. Ezê wan yekser tune bikim.” Ew deverû çûn erdê.
Mûsa ji Harûn re got: “Bixûrdanka xwe rake û ji ser gorîgehê agir deyne ser û bixûrê jî deyne ser wî. Zûka bibe ba civakê û ji bo wan kefaretê bide. Çimkî xezeb ji ber Xudan derket û kulê destpê kir.”
Bi awayê ku Mûsa got, Harûn tepsik rakir û danî nav civakê. Kul êdî ketibû nav gel. Harûn bixûr wekî kefareta gel pêşkêş kir.
Gava Harûn di navbera mirî û zindiyan de sekinî kul nema.
Ji bilî kesên di mesela Qorax de mirin, hejmara kesên ji ber kulê mirin 14.700 kes bû.
Piştre gava kul nema, Harûn vegeriya ber deriyê Konê Hevdîtinê ba Mûsa.
Xudan ji Mûsa re got:
“Ji gelê Îsraêl re bêje, bila ji bo her serekê eşîrekê gopalekî hebe, ji bo duwanzdeh eşîran, duwanzdeh gopal bînin. Navê her serekî li ser gopalê wî binivîse.
Tê li ser gopalê eşîra Lêwî navê Harûn binivîsî. Wê ji bo serekê her eşîrekê gopalek hebe.
Tê wan di Konê Hevdîtinê yê ku ez bi we re dicivim de deynî ber Sindoqa Şahidiyê.
Wê gopalê zilamê ku ezê hilbijêrim şax bide. Wî çaxî ezê dawî li gazinên gelê Îsraêl bînim ku hergav li we dikin.”
Mûsa bi gelê Îsraêl re peyivî û serekên wan ji bo her eşîrekê gopalekî dan Mûsa. Wan bi awayê ku ji her serekekî re yek bikeve, duwanzdeh gopal danê. Gopalê Harûn jî di nav wan de bû.
Mûsa gopal li konê ku Sindoqa Şahidiyê lê ye danîn hizûra Xudan.
Dotira rojê Mûsa çû Konê Peymanê. Dît ku gopalê Harûnê ku Mala Lêwiyiyan temsîl dike, şax vedaye, kulîlk vekiriye û behîv şîn bûne.
Mûsa hemû gopal ji hizûra Xudan hildan û nîşanî gelê Îsraêl da. Wan lê nêrî û her kesî gopalê xwe hilda.
Xudan ji Mûsa re got: “Ji bo li dijî kesên serî hildidin bibe nîşanek, tu gopalê Harûn hilde û deyne ber Sindoqa Şahidiyê. Wê ev bibe dawiya gazina wan a li dijî min ku ew nemirin.”
Mûsa wiha kir. Çawa ku Xudan lê emir kir, wî wiha kir.
Gelê Îsraêl ji Mûsa re got: “Va ye, em tune dibin! Em dimirin! Emê hemû tune bibin!
Her kesê nêzîkî Meskenê Xudan dibe, tune dibe. Ma emê hemû bimirin?”
Xudan ji Harûn re got: “Tu, kurên te û hemû eşîra te, hûnê derbarê hemû sûcên li Pîrozgehê bên kirin de berpirsiyar bin. Tu û kurên te hûnê derbarê karên kahintiyê de jî berpirsiyar bin.
Gava tu û kurên xwe li pêş Konê Şahidiyê ne, tê bi xwe re birayên xwe ango eşîra Lêwiyê bavkalê xwe bînî ku ew jî tevli te bibin û di xizmetê de alîkariya te bikin.
Wê ji bo te û ji bo kon xizmetê bikin. Lê wê nêzîkî gorîgeh û taximên Pîrozgehê nebin ku hem ew û hem hûn nemirin.
Wê tevli te bin û hemû xizmeta Konê Hevdîtinê bikin. Kesekî ne Lêwiyî wê nêzîkî we nebe.”
“Hûnê nobedariya Pîrozgeh û gorîgehê bikin ku êdî xezeba min li dijî gelê Îsraêl ranebe.
Îcar min ji nav gelê Îsraêl, birayên we Lêwiyiyan wekî diyarî hilbijartin. Ji bo ku ew xizmeta Konê Hevdîtinê bikin, ew ji min re hatin veqetandin.
Lê tu û kurên xwe, hûnê ji bo her karê gorîgehê û karê aliyê hundir ê perdeyê xizmeta kahintiyê bikin. Ez karê kahintiyê wekî diyarî didim we. Ji bilî we her kesekî din ê ku nêzîkî vê derê bibe wê bê kuştin.”
Xudan axaftina xwe ya bi Harûn re wiha domand: “Ez berpirsiyariya hemû pêşkêşiyan didim te ku ji min re tên kirin. Hemû pêşkêşiyên pîroz ên ku gelê Îsraêl didin min, ez wekî para herheyî didim te û kurên te.
Wê ji tiştên herî pîroz ên ji êgir tên parastin ku diyarî min hatine kirin, ev ji bo te bin. Her pêşkêşiya ku ew wekî tiştê herî pîroz ji bo min tînin, ango her pêşkêşiya wan a dexlê, ya berdêlê û ya paqijiyê. Wê ev pêşkêşî ji bo te û kurên te bin.
Hûnê wan wekî tiştên bi zêdebarî pîroz bixwin. Wê her mêr jê bixwe û ji bo we pîroz be.
“Herwiha wê ev jî, ji bo te bin: Her para ku ji pêşkêşiyên raberkirinê yên gelê Îsraêl tê veqetandin, ez her û her didim te, kurên te û keçên te. Her kesê mala te yê ku paqij e, dikare wan bixwe.
“Berê pêşî ku didin Xudan, tevahiya zeyt, şeraba nû û dexlê herî baş ez didim we.
Tevahiya berê pêşî yê ku li welatê wan gihaye û ji Xudan re tînin ez didim we. Her kesê mala te yê ku paqij e, dikare wan bixwe.
“Wê her tiştê li welatê Îsraêl ji Xudan re hatiye veqetandin ya we be.
Dixwazî mirov, dixwazî heywan, her berê pêşî yê ku ji Xudan re tê pêşkêşkirin wê ya te be. Lê tê ji bo her kurê pêşî esse berdêlê bistînî. Tê ji bo nixuriyê heywanên qirêj jî berdêlê bistînî.
Ji yên ku berdêla wan tê standin, ji yekmehî pê ve, li gorî qîmeta ku te kifş kiriye û li gorî şekelê Pîrozgehê ku bîst gera ye, tê berdêla pênc şekelan fîdye bistînî.
“Lê tê ji nixuriyê dewêr, mî yan jî bizinê berdêlê nestînî. Ew pîroz in. Tê xwîna wan bi ser gorîgehê ve bireşînî û wekî pêşkêşiya şewitandinê, tê bezê wan bişewitînî ku bêhna wê bi Xudan xweş be.
Lê çawa ku sing û hêta rastê ya pêşkêşiya raberkirinê ji te re ne, wê goştê wan jî, ji te re be.
Her para ku ji pêşkêşiyên raberkirinê yên gelê Îsraêl tê veqetandin, ez her û her didim te, kurên te û keçên te. Ev ji bo te û ziriyeta te, li hizûra Xudan peymaneke herheyî ye û xera nabe.”
Xudan ji Harûn re got: “Wê li welatê wan mîrasa te tunebe û di nav wan de para te tunebe. Di nav gelê Îsraêl de par û mîrasa te, ez im.
“Ez xizmeta ku li Konê Hevdîtinê dikin û hemû dehyekên ji gelê Îsraêl tên berhevkirin, wekî par didim Lêwiyiyan.
Ji niha û pê ve wê Îsraêliyên din nêzîkî Konê Hevdîtinê nebin. An na wê berdêla gunehên xwe bi canê xwe bidin.
Wê Lêwiyî xizmeta Konê Hevdîtinê bikin û ji sûcên li dijî kon tên kirin berpirsiyar bin. Wê ev di nav nifşên we de bibe qanûneke herheyî. Lê di nav gelê Îsraêl de wê mîrasa wan tunebe.
Çimkî min dehyeka ku gelê Îsraêl wekî diyarî dide Xudan bi mîrasî da Lêwiyiyan. Loma min ji bo Lêwiyiyan got: ‘Wê di nav gelê Îsraêl de ji wan re mîras tunebe.’”
Xudan ji Mûsa re got:
“Tê bi Lêwiyiyan re bipeyivî û ji wan re bibêjî: ‘Gava we dehyeka min wekî par ji gelê Îsraêl stand, hûnê dehyeka dehyekê wekî diyarî pêşkêşî Xudan bikin.
Wê ev pêşkêşiya we wekî dexlê ser bênderê û wekî tijebûna mehsereyê para we bê hesibandin.
Bi vî awayî hûnê ji her dehyeka ku hûn ji gelê Îsraêl distînin, wekî diyarî pêşkêşî Xudan bikin. Hûnê diyariya Xudan bidin Harûnê Kahin.
Ji her diyariya ku hûn distînin, hûnê diyariyekê ji bo Xudan veqetînin. Hûnê ya herî baş û ya herî pîroz veqetînin.’
“Loma tê ji Lêwiyiyan re bibêjî: ‘Gava we ya herî baş pêşkêş kir, wê ya mayî ji bo we wekî berê bênderê û berê mehsereyê bê hesibandin.
Hûn û maliyên xwe, hûnê li her derê jê bixwin. Çimkî ev destmiza we, berdêlê xizmeta we ya li Konê Hevdîtinê ye.
Gava hûn ya herî baş pêşkêş bikin, hûnê di vê yekê de sûcdar nebin. Ji bo hûn nemirin, hûnê tiştên pîroz ên gelê Îsraêl mirdar nekin.’”
Xudan ji Mûsa û Harûn re got:
“Qanûna şerîeta ku Xudan li gelê Îsraêl emir kiriye ev e: Bila gelê Îsraêl çêlekeke sor a bêqisûr û bêkêmahî bîne ku neketiye bin nîran.
Hûnê çêlekê bidin Êlezarê Kahin. Wê derxin derveyî artêşgehê û li ber wî serjê bikin.
Wê Êlezarê Kahin bi tiliya xwe ji xwîna wê hilîne û ber bi Konê Hevdîtinê ve heft caran bireşîne.
Piştre wê li ber çavê wî çêlek bi eyar, goşt, xwîn û rêxa xwe ve bê şewitandin.
Wê kahin piçek dara sedrê, giyayê cehtirê û tayê sor hilde û bavêje nav agirê ku çêlek tê de dişewite.
Wê kahin cilên xwe û serê xwe bişo. Piştre wê here artêşgehê, lê wê heta êvarê qirêj bê hesibandin.
Kesê ku çêlek şewitandiye jî wê cilên xwe û serê xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin.
“Wê mirovekî paqij xweliya çêlekê bide hev û li derveyî artêşgehê deyne dereke paqij. Wê ev xwelî ji bo civaka Îsraêl wekî ava paqijkirinê bê parastin. Ev ji bo pêşkêşiya paqijiyê ye.
Mirovê ku xweliya çêlekê daye hev, wê cilên xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin. Wê ev yek ji bo gelê Îsraêl û xerîbên di nav wan de bibe qanûneke herheyî.
“Mirovê ku destê xwe dabe kesekî mirî, wê heft rojan qirêj bê hesibandin.
Wê di roja sisêyan û roja heftan de xwe bi ava paqijiyê bişo û bi vî awayî paqij bibe. Gava ew xwe di roja sisêyan û roja heftan de neşo, wê paqij neyê hesibandin.
Kesekî ku destê xwe dabe miriyekî yan cendekê mirovekî û xwe paqij nekiriye, Meskenê Xudan qirêj dike û divê ji gelê Îsraêl bê avêtin. Ji ber ku ava paqijkirinê bi ser wî de nehatiye reşandin, ew qirêj e û qirêjiya wî li ser wî dimîne.
“Rê û rêbaza gava kesê di kon de bimire ev e: Her kesê ku ketibû wî konî û her kesê di wî konî de bû, wê heft rojan qirêj bê hesibandin.
Her taxima ku devê wê vekirî ye û derxûnê wî tuneye, wê qirêj bê hesibandin.
“Her kesê ku destê xwe dabe mirovê ku li çolê bi şûr hatiye kuştin an ji ber xwe ve miriye, destê xwe dabe hestiyê kesê mirî yan destê xwe dabe gorekî, wê heft rojan qirêj bê hesibandin.
“Ji bo kesê qirêj, wê xweliya pêşkêşiya paqijiyê ya ku hatiye şewitandin bixin firaxekî û ava kaniyê bixinê.
Wê zilamekî paqij giyayê cehtirê hilde, noqî avê bike û bi ser kon, bi ser hemû taximan, bi ser kesên li wir ve û bi ser kesên dest dane hestî, kuştî, mirî yan gorê ve bireşîne.
Wê kesê paqij di roja sisêyan û roja heftan de avê bi ser kesê qirêj de bireşîne û di roja heftan de wê paqij bê hesibandin. Îcar wê kesê paqijbûyî cilên xwe û serê xwe bişo. Wê êvarê paqij bê hesibandin.
Lê kesê ku qirêj e û xwe paqij nake, ji ber ku wî Pîrozgeha Xudan qirêj kiriye, wê ji nav civakê bê avêtin. Ji ber ku ava paqijkirinê bi ser wî de nehatiye reşandin, ew qirêj e.
Wê ev ji bo wan bibe qanûneke herheyî. Kesê ava paqijkirinê li ser hatiye reşandin wê cilên xwe bişo û kesê dest bide ava paqijkirinê, wê heta êvarê qirêj bê hesibandin.
Her tiştê ku mirovê qirêj destê xwe dabê, wê qirêj bê hesibandin. Kesê destê xwe dabe wî tiştî jî wê heta êvarê qirêj bê hesibandin.”
Tevahiya civaka Îsraêl di meha pêşî de hat Beriya Zînê û li Qadêşê ma. Miryem li wê derê mir û hat veşartin.
Di wê navberê de ji bo civakê av tunebû. Loma gel li dijî Mûsa û Harûn civiya.
Gel bi Mûsa re devjenî kir û got: “Xwezî çaxê birayên me li hizûra Xudan mirin, em jî bimirana.
We çima civaka Xudan anî vê beriyê? Ji bo ku em bi heywanên xwe re bimirin?!
Ma we em ji Misrê deranîn ku me bînin vê dera xerab?! Li vir ne dexil, ne hejîr, ne tirî ne jî hinar heye! Ava vexwarinê jî tuneye!”
Mûsa û Harûn ji nav civakê rabûn û çûn ber deriyê Konê Hevdîtinê. Ew deverû çûn erdê û rûmeta Xudan li wan xuya bû.
Xudan ji Mûsa re got:
“Gopêl hilde, paşê bi Harûnê birayê xwe re civakê bidin hev û li ber çavê wan emir bidin zinêr ku av jê bizê. Tê ji zinêr ji bo wan avê derxî ku ew û heywanên wan vexwin.”
Çawa ku Xudan lê emir kir, Mûsa gopal ji hizûra wî hilda.
Mûsa û Harûn civak li pêş zinêr civand. Mûsa ji wan re got: “Serhildêrno, guhdar bin! Gelo em ji vî zinarî ji we re avê derxin?”
Mûsa destê xwe bilind kir û du caran bi gopalê xwe li zinêr xist. Ji zinêr aveke zêde herikî. Civak û heywanên wê jê vexwar.
Lê Xudan ji Mûsa û Harûn re got: “Ji ber ku hûn bi min ewle nebûn û we li ber çavê gelê Îsraêl pîroziya min nehesiband, hûnê vê civakê nebin welatê ku min da we.”
Ev ava Merîvayê bû. Çimkî gelê Îsraêl li wê derê bi Xudan re devjenî kir û Xudan pîroziya xwe nîşan da.
Mûsa ji Qadêşê qasid şandin ba Padîşahê Edomê û got: “Birayê te Îsraêl dibêje: ‘Haya te ji hemû tengasiya ku me kişand heye:
Bav û kalên me çûbûn Misrê, em demeke dirêj li wê derê man û Misriyan xerabî bi me û bav û kalên me kir.
Lê gava me lavayî Xudan kir, wî dengê me bihîst, milyaketek şand û em ji Misrê deranîn. “‘Niha em li Qadêşê ne ku nêzîkî sînorê te ye.
Lava dikim destûra me bide ku em di welatê te re derbas bin. Emê di nav zevî û rezên te re derbas nebin û ji ava bîran venexwin. Emê di Riya Padîşah re derbas bin. Heta em ji sînorê te derbas bûn, emê bi milê çep û rastê ve averê nebin.’”
Lê Padîşahê Edomê got: “Hûnê di welatê min re derbas nebin! Yan na ezê bi şûran li pêş we bikevim.”
Gelê Îsraêl jê re got: “Emê di riya mezin re herin. Heke em û heywanên xwe ji ava we vexwin, emê heqê wê bidin. Em tiştekî zêde naxwazin, tenê emê bi piyan derbas bibin.”
Lê Padîşahê Edomê careke din got: “Hûnê derbas nebin!” Edomî bi artêşa mezin û çekdarên xwe re derketin pêşberî wan.
Edomiyan nexwest ku gelê Îsraêl di sînorê wan re derbas be. Loma jî ew zivirîn û ji wan dûr ketin.
Gelê Îsraêl ji Qadêşê koç kir û tevahiya civakê hat Çiyayê Horê.
Wê gavê Xudan li Çiyayê Horê yê ku nêzîkî sînorê welatê Edomê ye, ji Mûsa û Harûn re got:
“Wê Harûn bimire û bigihîje pêşiyên xwe. Wê nekeve welatê ku min da gelê Îsraêl. Çimkî hûn li ser ava Merîvayê li dijî fermana devê min derketin.
Harûn û Êlezarê kurê wî hilde û bîne Çiyayê Horê.
Cilên Harûn ên kahintiyê jê bike û wan li Êlezarê kurê wî bike. Wê Harûn li wê derê bimire û bigihîje pêşiyên xwe.”
Çawa ku Xudan lê emir kir, Mûsa wiha kir. Li ber çavê tevahiya civakê ew hilkişiyan Çiyayê Horê.
Mûsa cilên Harûn ên kahintiyê deranîn û li Êlezarê kurê wî kirin. Harûn li wir, li serê çiyê mir. Piştre Mûsa û Êlezar ji serê çiyê berjêr bûn.
Gava tevahiya Mala Îsraêl mirina Harûn dît, wan sî rojan şîna wî kir.
Gava Padîşahê Eradê yê ku Kenanî bû û li Negevê dima bihîst ku gelê Îsraêl ji riya Atarîmê ve tê, ew rabû û li dijî wan şer kir. Hinek ji wan jî êsîr kir.
Li ser vê yekê gelê Îsraêl soz da Xudan û got: “Heke tu vî gelî bixî bin destê me, emê bajarên wan bi tevahî tune bikin.”
Xudan dengê wan bihîst û Kenanî dan destê wan. Gelê Îsraêl, ew û bajarên wan bi tevahî tune kirin. Loma navê wê derê danî Horma.
Ji bo ku ji dorhêla welatê Edomê derbas bin, gelê Îsraêl ji Çiyayê Horê bi riya Derya Sor bi rê ket. Lê di rê de sebra wan nema.
Wan gazin ji Xwedê û Mûsa kir û got: “Ma we em ji Misrê deranîn ku em li beriyê bimirin? Li vir ne nan heye, ne jî av. Herwiha dilê me ji vê xwarina xerab dixele.”
Li ser vê yekê Xudan marên bijehr şandin nav gel. Wan bi gelê Îsraêl veda û ji wan gelek kes mirin.
Gel hat ba Mûsa û jê re got: “Me guneh kir. Me gazinên xwe li te û li Xudan kirin. Lavayî Xudan bike ku maran ji nav me rake.” Li ser vê yekê Mûsa ji bo gel lavayî Xudan kir.
Xudan ji Mûsa re got: “Tu ji xwe re marekî çêke û deyne ser darikekî. Her kesê ku mar pê vedaye, gava lê binêre wê sax be.”
Mûsa marekî tûncîn çêkir û danî ser darikekî. Gava kesên ku mar bi wan vedane li marê tûncîn nihêrîn, sax man.
Gelê Îsraêl bi rê ket û li Ovotê kon veda.
Ew ji Ovotê jî bi rê ket û li Îyê-Evarîmê kon veda ku li rojhilat, li beriya pêşberî Moavê ye.
Ji wir wan koç kir û li Geliyê Zeredê kon veda.
Ji wir bi rê ket û li aliyê din ê Geliyê Arnonê kon veda ku li beriyê digihîje sînorê Amoriyan. Arnon sînorê Moavê ye ku di navbera Moavî û Amoriyan de ye.
Di Nivîsa Şerên Xudan de wiha behsa wê derê tê kirin: “...Bajarê Wahêva li axa Sûfayê, Gelî û Geliyê Arnonê,
palên geliyên ku xwe dispêrin bajarê Erê û sînorê Moavê…”
Wan ji wir koçî Beêrê kir ku Xudan li ser wê ji Mûsa re got: “Gel bicivîne, ezê avê bidim wan.”
Li ser vê yekê gelê Îsraêl ev stran got: “Ya bîr! Bila ava te bipijiqe! Jê re stranan bêje!
Ew bîra ku serekan veda Û mîran bi dar û gopalan kola.” Paşê ew ji beriyê çûn Mattanayê,
ji Mattanayê çûn Nahaliyêlê, ji Nahaliyêlê çûn Bamotê
û ji Bamotê çûn deşta li herêma Moavê ya ku li ba palên Çiyayê Pîsgaya pêşberî beriyê ye.
Gelê Îsraêl ji Sîhonê Padîşahê Amoriyan re qasid şandin. Wan got:
“Destûrê bide em di welatê te re derbas bibin. Emê nekevin nav zevî û rezên te û ji ava bîran jî venexwin. Heta em sînorên te derbas bikin, emê di Riya Padîşah re herin.”
Lê Sîhon destûra gelê Îsraêl neda ku sînorê welatê wî derbas bike. Sîhon tevahiya gelê xwe da hev û ew hatin beriyê ku şerê gelê Îsraêl bikin. Gava gihîştin Yahesayê, wan li dijî wan şer kir.
Gelê Îsraêl ew da ber şûran û ji Arnonê heta Yabboqê, axa ku digihîje sînorê Emmoniyan desteser kir. Çimkî sînorê Emmoniyan asê bû.
Gelê Îsraêl tevî gundên derdora bajarê Heşbonê, hemû bajarên Amoriyan standin û li wan deran bi cih bû.
Heşbon bajarê Sîhonê Padîşahê Amoriyan bû. Wî li dijî Padîşahê Moavê yê berê şer kiribû û tevahiya welatê wî yê ku digihîşt heta Arnonê, standibû.
Loma stranbêj li ser vê yekê dibêjin: “Werin Heşbonê, bila ava be. Bila bajarê Sîhonê xurt be.
Çimkî ji Heşbonê agir, Ji bajarê Sîhonê pêt rabû. Wî bajarê Erê yê Moavê Û xweyên bilindciyên Arnonê daqurtandin.
Ya Moav, wey li te! Ya gelê Kemoşê îlah, tu tune bûyî! Wî kurên te kirin firar Û keçên te kirin dîlên Sîhonê Padîşahê Amoriyan.
Ji Heşbonê heta Dîvonê me ew têk birin, Me heta Nofaha digihîje Mêdevayê wêran kir.”
Bi vî awayî gelê Îsraêl li welatê Amoriyan bi cih bû.
Mûsa zilam şandin ku sixûriya Yazêrê bikin. Wan gundên wê standin û Amoriyên wê derê qewitandin.
Piştre vegeriyan û di riya Başanê re çûn. Ogê Padîşahê Başanê bi artêşa xwe re hat pêşiya wan ku li Edreiyê şerê wan bike.
Xudan ji Mûsa re got: “Jê netirse, çimkî min ew, tevahiya artêşa wî û welatê wî da destê te. Tişta ku te anî serê Sîhonê Padîşahê Amoriyan ê li Heşbonê dima, tê bînî serê wî jî.”
Wan li Og, kurên wî û tevahiya artêşa wî xistin û tu kes ji wan sax nehiştin. Wan welatê wan jî desteser kir.
Gelê Îsraêl koç kir û li pêşberî Erîhayê, li deştên Moavê, li rojhilatê Çemê Şerîayê kon veda.
Balaqê kurê Sîppor hemû tiştên ku gelê Îsraêl bi Amoriyan kirin dîtin.
Ji ber ku gelê Îsraêl zêde bû, Moavî ji wan tirsiyan. Moavî li ber Îsraêliyan bizdiyan.
Wan ji rîspiyên Mîdyanê re got: “Çawa ku dewar giyayê çolê dixwe, wê ev civaka hov jî tevahiya derdora me bixwe.” Wê demê Balaqê kurê Sîppor, Padîşahê Moavê bû.
Balaq ji bo gazî Balamê kurê Beor bike qasid şandin. Balam li keviya Feratê, li Petora welatê Emawê rûdinişt. Balaq got: “Ji Misrê miletek derket ku rûyê erdê dadigire û va ye li kêleka min bi cih bûye.
Lava dikim were û ji bo min naletê li vî gelî bîne. Çimkî ew ji min hêzdartir e. Dibe ku em bi ser bikevin û wan ji welêt derxin. Ji ber ku ez dizanim, kesê tu pîroz bikî pîroz e û kesê tu naletê lê bînî binalet e.”
Rîspiyên Moav û Mîdyanê heqê falbaziyê stand û çûn. Ew hatin ba Balam û gotinên Balaq jê re gotin.
Balam ji wan re got: “Îşev li vir bimînin. Bi awayê ku wê Xudan ji min re bibêje, ezê bersiva we bidim.” Serekên Moavê wê şevê li ba Balam man.
Xwedê hat ba Balam û jê re got: “Ev mirovên li mala te kî ne?”
Balam ji Xwedê re got: “Balaqê kurê Sîppor ê Padîşahê Moavê xeber ji min re şand û got:
‘Va ye gelê ku ji Misrê derket, ser rûyê erdê nixamt. De were, ji bo min naletê li wan bîne. Belkî di şerê li dijî wan de ez serfiraz bim û wan biqewitînim.’”
Lê Xwedê ji Balam re got: “Bi wan re neçe! Naletê li wî gelî neyîne. Çimkî ew gel pîroz e.”
Serê sibê Balam rabû û ji serekên Balaq re got: “Herin welatê xwe. Çimkî Xudan destûrê nade min ku ez bi we re bêm.”
Li ser vê yekê serekên Moavê rabûn û çûn ji Balaq re got: “Balam nexwest bi me re were.”
Balaq kesên ji koma berê biqedirtir û birûmetir şandin.
Ew hatin ba Balam û jê re got: “Balaqê kurê Sîppor dibêje: ‘Ez lava dikim ku tu bêyî ba min. Bila tiştek ji te re nebe asteng.
Çimkî ezê bi zêdebarî te xelat bikim û tu ji min re çi bêjî, ezê bikim. Loma lava dikim were û ji bo min naletê li vî gelî bîne.’”
Balam bersiv da şandiyên Balaq û got: “Balaq qesra xwe bi zêr û zîv tije bike û bide min jî, çi biçûk çi mezin, ji fermana devê Xwedayê xwe Xudan pêve tiştekî din nakim.
Ez lava dikim, îşev li vir bimînin. Ka Xudan ji min re çi dibêje.”
Xwedê bi şev li Balam xuya bû û jê re got: “Heke ev zilam ji bo gazîkirina te hatibin, rabe bi wan re here. Lê tê tenê wan tiştan bikî ku ez ji te re dibêjim.”
Balam serê sibê rabû, kera xwe palan kir û bi serekên Moavê re çû.
Xwedê ji ber çûyîna wî hêrs bû. Milyaketê Xudan ji bo ku rê li ber wî bigire, li ser riya wî sekinî. Ew li kera xwe siwar bûbû û du xulamên wî pê re bûn.
Gava kerê, milyaketê Xudan dît ku şûrê tazî di destê wî de ye û li ser rê sekiniye, ji rê derket û berê xwe da nav zeviyê. Balamê kurê Beor li kerê xist ku bîne ser rê.
Milyaketê Xudan di nav rezan de, di riyeke teng de sekinî. Li herdu aliyan jî dîwar hebû.
Gava kerê, milyaketê Xudan dît, li ber dîwêr asê ma. Lingê Balam li ber dîwêr tengijî û wî careke din li kerê xist.
Milyaketê Xudan bi pêş ve çû û li dereke teng ku bi milê çep û rastê ve rê tuneye sekinî.
Çaxê kerê, milyaketê Xudan dît, di bin Balam de merixî. Li ser vê yekê Balam hêrs bû. Wî bi darê xwe li kerê xist.
Xudan ziman xist devê kerê û kerê ji Balam re got: “Min çi ji te kiribû ku te sê caran li min xist?”
Balam ji kerê re got: “Tu henekên xwe bi min dikî. Di destê min de şûr hebûya minê hema wê gavê tu bikuştayî.”
Kerê ji Balam re got: “Di hemû jiyana te de, kera ku heta îro tu lê siwar bûyî, ne ez im?! Min berê qet li te wiha kiribû?” Balam got: “Na.”
Piştî vê yekê Xudan çavên Balam vekirin. Wî milyaketê Xudan dît ku bi şûrê tazî li ser rê sekinî ye. Wî xwe xwar kir û deverû çû erdê.
Milyaketê Xudan jê re got: “Te çima wisa sê caran li kera xwe xist? Ez ji bo ku ji te re bibim asteng hatim. Çimkî riya tu diçî, te dibe helakê.
Kerê ez dîtim û sê caran ji ber min averê bû. Heke ew ji rê derneketa, minê tu bikuşta û ew sax bihişta.”
Balam ji milyaketê Xudan re got: “Min guneh kir. Min nizanibû tu ji bo rê li ber min bigirî, li ser rê sekinî. Heke ev yek li ber çavê te xerab e, ez vegerim mala xwe.”
Milyaketê Xudan ji Balam re got: “Bi van zilaman re here, lê tenê ya ku ezê ji te re bêjim, ji wan re bêje.” Balam bi serekên Balaq re çû.
Gava Balaq bihîst Balam tê, ji bo pêşwaziya wî bike çû bajarê Moavê. Ev bajar, li keviya Arnonê, li dera herî dûr a sînor bû.
Balaq ji Balam re got: “Qey min neşand pey te? Tu çima nehatî ba min? Qey ez nikarim te xelat bikim?!”
Balam jê re got: “Va ye hatim, lê ji aliyê xwe ve dikarim çi bêjim? Ezê tenê gotinekê bibêjim ku Xwedê dixe devê min.”
Balam bi Balaq re çû. Ew hatin Qîryat-Hûsotê.
Balaq pez û dewar serjê kirin, ji Balam û serekan re şandin ku pê re ne.
Serê sibê wî Balam hilda û ew bir bilindciyên Bamot-Baalê. Balaq ji wir beşekî ji gelê Îsraêl dît.
Balam ji Balaq re got: “Tu li vir ji min re heft gorîgehan çêke. Heft conega û heft beranan jî amade bike.”
Çawa ku Balam got, Balaq kir. Balaq û Balam li ser her gorîgehê conega û beranekî pêşkêş kirin.
Balam ji Balaq re got: “Tu li ba qurbana şewitandinê bisekine, ezê hinekî herim pêş. Belkî Xudan li min xuya bibe û ew her çi ji min re bêje, ezê ji te re bêjim.” Piştre ew derket ser girekî tazî.
Xwedê li Balam xuya bû. Balam jê re got: “Min heft gorîgeh amade kirin û li ser her yekê conega û beranekî pêşkêş kirin.”
Xudan gotinek xist devê wî û got: “Vegere ba Balaq û jê re wiha bêje.”
Balam vegeriya ba Balaq. Ew bi hemû serekên Moavê re li ber qurbana şewitandinê disekinî.
Wî ev mesele got: “Balaq ez ji Aramê, Padîşahê Moavê ez ji çiyayên rojhilat anîm. Wî got: ‘Were ji bo min naletê li ziriyeta Aqûb bîne. Were li gelê Îsraêl nifiran bike.’
Xwedê naletê li wan neaniye, Ez çawa li wan bînim? Kesên Xudan nifir li wan nekirine, Ez çawa li wan bikim?
Ez ji ser zinaran, wan dibînim, Ji ser giran li wan dinêrim. Ew miletekî ku bi tena serê xwe dijî Û xwe di nav miletan de nahesibîne.
Kî dikare toza ziriyeta Aqûb Û çarîka gelê Îsraêl bijmêre? Bila ez bi rastan re bimirim Û dawiya min wekî dawiya wan be!”
Balaq ji Balam re got: “Te çi bi min kir? Min tu anî ku tu naletê li dijminên min bînî, lê tu hatî û te ew pîroz kirin.”
Balam lê vegerand û got: “Divê ez bi baldarî ya ku Xudan xistiye devê mirov bêjim, ne wisa?”
Balaq jê re got: “Lava dikim bi min re were dereke din, tê ji wir wan bibînî. Tê tenê beşekî wan bibînî, tê wan hemûyan nebînî. Li wir ji bo min naletê li wan bîne.”
Balaq Balam bir Deşta Sofîmê a li Girê Pîsgayê. Wî li wir heft gorîgeh çêkirin û li her gorîgehê conega û beranekî pêşkêş kirin.
Balam ji Balaq re got: “Tu li ba qurbana şewitandinê bisekine, ezê li benda wî bim.”
Xudan li Balam xuya bû, gotin xist devê wî û got: “Vegere ba Balaq û wiha bêje.”
Ew hat ba Balaq. Ew bi hemû serekên Moavê re li ba qurbana şewitandinê disekinî. Balaq jê re got: “Xudan çi got?”
Balam ev mesele got: “Ya Balaq, rabe ser xwe û guhdarî bike! Ya kurê Sîppor, tu guh bide min!
Xwedê ne mirov e Ku derewan bike. Ew ne ji kurê mirovan e Ku fikra xwe biguherîne. Ma ew dibêje û nake? Yan jî soz dide û nake?
Wî emir kir ku ez pîroz bikim, Wî pîroz kir, ez nikarim biguherînim.
Ew li ser ziriyeta Aqûb felaketekê nabîne, Neheqiyek jî bi ser gelê Îsraêl ve nayê. Xwedayê wan Xudan bi wan re ye, Ew Padîşahê di nav wan de ye.
Xwedayê ku ew ji Misrê deranîn, Bi qasî qiloçên gakoviyan hêzdar e.
Sêrbazî li dijî ziriyeta Aqûb vala ye Û falbazî bandorê li gelê Îsraêl nake. Niha wê ji bo Aqûb û Îsraêl bibêjin: ‘Xwedê ji bo wan çiqas qencî kir!’
Va ye gel, wekî şêremê hişyar dibe, Wekî şêrekî ji cihê xwe radibe. Heta ew nêçîra xwe nexwe Û xwîna kuştiyan venexwe ranaze.”
Balaq ji Balam re got: “Nexwe ne naletê li wan bîne, ne jî wan pîroz bike.”
Lê Balam got: “Min ji te re negot, Xudan çi bêje divê ez wê bikim?”
Balaq ji Balam re got: “Ez lava dikim, were ez te bibim dereke din. Belkî di çavê Xwedê de xweş be û dibe ku tu li wir ji bo min naletê li wan bînî.”
Balaq, Balam bir ser Girê Peora pêşberî deştê.
Balam, ji Balaq re got: “Tu li vir ji bo min heft gorîgeh çêke, heft conega û heft beran jî amade bike.”
Çawa ku Balam jê re got, Balaq wisa kir. Wî li ser her gorîgehê conega û beranekî pêşkêş kirin.
Çaxê Balam dît ku pîrozkirina gelê Îsraêl di çavê Xudan de qenc e, wekî carên din li pey falan neket û berê xwe da beriyê.
Balam serê xwe rakir û dît ku gelê Îsraêl li gorî eşîrên xwe rûniştine. Gava dît ku Ruhê Xwedê hat ser wî,
rabû meseleya xwe got: “Gotina Balamê kurê Beor, Gotina zilamê çavê wî vebûye,
Gotina kesê ku peyvên Xwedê bihîstine Û dîtiniya Karîndar dîtiye, Gotina kesê ku ketiye erdê, Lê Xwedê çavên wî vekirine, ev e:
‘Aqûbo, konên te, Îsraêlo, malên te çiqas xweşik in!
Wekî geliyan dirêj bûne, Wekî bexçeyên ber çeman, Wekî darên ûdê ku Xudan danîne, Wekî darên sedrê yên li ber avan.
Wê ji satilên wî av biherike, Tovê wî bi ava zêde bê avdan. Wê padîşahê wî ji Agag bilindtir be Û padîşahiya wî bê berzkirin.
Xwedayê ku ew ji Misrê deranîn, Bi qasî qiloçên gakoviyan hêzdar e. Wê miletên jê re dijmin in daqurtîne Û hestiyên wan bişikêne. Bi tîrê xwe wan qul bike.
Ew mexel dibe, wekî şêrekî razayî, Wekî şêremê, kî dikare wan rake? Kesê te pîroz dike, bila pîroz be, Kesê naletê li te tîne, bila naletî be.’”
Wî çaxî Balaq li Balam hêrs bû. Wî destên xwe li hev xistin û ji Balam re got: “Ji bo tu naletê li dijminên min bînî min gazî te kir, lê ev sê car in tu wan pîroz dikî.
Niha derkeve here mala xwe! Min gotibû ezê te xelat bikim. Lê Xudan tu bêxelat hiştî.”
Balam ji Balaq re got: “Ma min ji qasidên te şandin ba min re negot:
‘Heke Balaq qesra xwe tije zêr û zîv bike û bide min jî, ez nikarim ji gotina Xudan derkevim ku ji ber xwe nikarim qencî yan xerabiyê bikim. Xudan çi bêje ezê wê bêjim’?
Va ye ez diçim nav gelê xwe. De tu were ez ji te re bêjim ka wê ev gel di rojên pêş de çi bîne serê gelê te.”
Paşê Balam dest bi vê meseleya xwe kir û got: “Gotina Balamê kurê Beor, Gotina zilamê çavê wî vebûye,
Gotina kesê ku gotinên Xwedê bihîstine, Dîtiniya Karîndar dîtiye Û haya wî ji Yê Herî Berz heye, Gotina kesê ku ketiye erdê, Lê Xwedê çavên wî vekirine, ev e:
‘Ez wî dibînim, lê ne niha. Ez lê dinêrim, lê ne nêzîk. Wê ji nav Aqûb stêrek derkeve, Wê ji nav Îsraêl serwerek rabe. Wê eniya Moaviyan, Wê serê ziriyeta Şêtiyan biperçiqîne.
Edoma ku jê re dijmin e, wê bibe milkê wî, Wê Seîr bê standin. Lê wê Îsraêl mezin bibe.
Wê yekî ji ziriyeta Aqûb serwerî bike Û dawiya wan kesan bîne ku li bajêr sax mane.’”
Gava Balam Emalêqî dîtin, dest bi mesela xwe kir û got: “Emalêqî di nav miletan de yekem e, Lê wê di dawiyê de tune bibe.”
Wî Qênî dîtin, dest bi mesela xwe kir û got: “Warê we hêzdar e, Hêlîna we di zinêr de hatiye avakirin.
Gava Aşûrî we dîl bigirin, Hûnê bişewitin û biqedin.”
Wî mesela xwe domand û got: “Ax, gava Xwedê vê yekê bike, Wê kî bijî?
Wê ji keviyên Kîttîmê gemî werin, Wê Aşûrê nizim bikin, Wê Êverê nizim bikin Wê ew bi xwe jî tune bibin.”
Piştre Balam rabû çû cihê xwe. Balaq jî bi riya xwe ve çû.
Gava gelê Îsraêl li Şîttîmê dima, hinek mêrên wan bi keçên Moaviyan re zina kirin.
Çaxê van jinan, qurban pêşkêşî îlahên xwe kir, wan gazî wan Îsraêliyan kir. Wan jî xwarina Moaviyan xwar û li ber îlahên wan çûn ser çokan.
Bi vî awayî gelê Îsraêl xwe bi Baal-Peor ve girê da û hêrsa Xudan li dijî gel rabû.
Xudan ji Mûsa re got: “Hemû serekên gel hilde û wan nava rojê li ber min daleqîne ku hêrsa min a dijwar ji gelê Îsraêl bizivire.”
Li ser vê yekê Mûsa ji dadgerên gelê Îsraêl re got: “Her yekî ji we, mêrên ku xwe bi Baal-Peor ve girê dane bikujin.”
Di vê navberê de Îsraêliyek hat ku jineke Mîdyanî li ber çavê Mûsa û tevahiya civaka Îsraêl ji birayekî xwe re anî. Ew li ber deriyê Konê Hevdîtinê digiriyan.
Gava Pînehasê kurê Êlezarê kurê Harûnê Kahin ev yek dît, ji nav civatê rabû û rimek da destê xwe.
Wî da pey wî Îsraêlî, ket hundirê kon û bi rima destê xwe li zikê wî û jinikê xist. Bi vî awayî kula bi ser gelê Îsraêl de hat, sekinî.
Kesên ji ber vê kulê mirin 24.000 kes bûn.
Xudan ji Mûsa re got:
“Pînehasê kurê Êlezarê kurê Harûnê Kahin kir ku xezeba min ji ser gelê Îsraêl vegere. Wî ji bo xatirê min xîretkêşiyeke wisa nîşan da ku ez bi xîretkêşiya xwe dawiya gelê Îsraêl neyînim.
Loma jê re bêje: ‘Va ye ezê peymana xwe ya aştiyê bidim wî.
Wê ji wî û ziriyeta wî re bibe peymana herheyî ya kahintiyê. Çimkî ew ji Xwedayê xwe re xîretkêş bû û ji bo gelê Îsraêl kefaret da.’”
Navê Îsraêliyê ku bi jinika Mîdyanî re hat kuştin Zîmriyê kurê Salû bû. Ew serekekî malbatên Şimûniyan bû.
Navê jinika Mîdyanî ya ku hat kuştin, Kozbiya keça Sûrê serekê eşîrekê bû. Ew mîrê malbatên Mîdyaniyan bû.
Xudan ji Mûsa re got:
“Tu dijminatiya Mîdyaniyan bike û êrîşî wan bike.
Çimkî wan di meseleya Peor de û piştre jî di meseleya kuştina Kozbiya keça serekê Mîdyanî de, li we hîlekarî û dijminatî kirin ku di roja kulê ya ji ber sedema Peor derket de hat kuştin.”
Piştî nexweşiya kulê, Xudan ji Mûsa û Êlezarê kurê Harûnê Kahin re got:
“Tevahiya civaka Îsraêl, li gorî binemalên wan, her kesê bîst salî û mezintir ê ku dikare şer bike bijmêrin.”
Mûsa û Êlezarê Kahin li pêşberî Erîhayê, li deştên Moavê, li rojhilatê Çemê Şerîayê ji gel re got:
“Çawa ku Xudan li Mûsa emir kiriye, hemû mêrên bîst salî û mezintir bijmêrin.” Îsraêliyên ji Misrê derketibûn ev bûn:
Rûbênê kurê pêşî yê Îsraêl. Kurên Rûbên: Ji Henox binemala Henoxiyan, ji Pallû binemala Pallûyiyan,
ji Hesron binemala Hesroniyan û ji Karmî binemala Karmiyiyan.
Binemalên Rûbêniyan ev bûn. Hejmara wan 43.730 kes bû.
Kurên Pallû: Êliyav.
Kurên Êliyav: Nemûêl, Datan û Avîram. Datan û Avîram ew kes bûn ku ji civakê hatibûn hilbijartin û bi Qorax re li dijî Xudan û li dijî Mûsa û Harûn serî hildabûn.
Gava agir bi du sed û pêncî kesî ket û ew şewitandin, erd devê xwe vekir û ew bi Qorax re daqurtandin. Ev yek bû îbret.
Lê kurên Qorax nemirin.
Li gorî binemalên xwe kurên Şimûn: Ji Nemûêl binemala Nemûêliyan, ji Yamîn binemala Yamîniyan, ji Yaxîn binemala Yaxîniyan,
ji Zerah binemala Zerahiyan û ji Şawûl binemala Şawûliyan.
Binemalên Şimûniyan ev bûn. Hejmara wan 22.200 kes bû.
Li gorî binemalên xwe kurên Gad: Ji Sefon binemala Sefoniyan, ji Haggî binemala Haggiyiyan, ji Şûnî binemala Şûniyiyan,
ji Oznî binemala Ozniyiyan, ji Êrî binemala Êriyiyan,
ji Arod binemala Arodiyan û ji Arêlî binemala Arêliyiyan.
Binemalên Gadiyan ev bûn. Hejmara wan 40.500 kes bû.
Herdu kurên Cihûda Êr û Onan, li welatê Kenanê miribûn.
Li gorî binemalên xwe kurên Cihûda: Ji Şêla binemala Şêlayiyan, ji Peres binemala Peresiyan û ji Zerah binemala Zerahiyan.
Ziriyeta Peres: Ji Hesron binemala Hesroniyan û ji Hamûl binemala Hamûliyan.
Binemalên Cihûdayiyan ev bûn. Hejmara wan 76.500 kes bû.
Li gorî binemalên xwe kurên Îssexar: Ji Tola binemala Tolayiyian, ji Pûwa binemala Pûniyan,
ji Yaşûv binemala Yaşûviyan û ji Şîmron binemala Şîmroniyan.
Binemalên Îssexariyan ev bûn. Hejmara wan 64.300 kes bû.
Li gorî binemalên xwe kurên Zevûlon: Ji Serêd binemala Serêdiyan, ji Elon binemala Eloniyan û ji Yahleyêl binemala Yahleyêliyan.
Binemalên Zevûloniyan ev bûn. Hejmara wan 60.500 kes bû.
Li gorî binemalên xwe kurên Ûsiv: Minaşşe û Efrayîm.
Kurên Minaşşe: Ji Maxîr binemala Maxîriyan –Maxîr bavê Gîlad bû– ji Gîlad binemala Gîladiyan.
Kurên Gîlad ev bûn: Ji Îyezer binemala Îyezeriyan, ji Hêleq binemala Hêleqiyan,
ji Asriyêl binemala Asriyêliyan, ji Şexem binemala Şexemiyan,
ji Şemîda binemala Şemîdayiyan û ji Hêfer binemala Hêferiyan.
Kurên Selofhadê kurê Hêfer tunebûn, lê keçên wî hebûn. Navên keçên Selofhad ev bûn: Mahla, Noa, Hogla, Mîlka û Tîrsa.
Binemalên Minaşşeyiyan ev bûn. Hejmara wan 52.700 kes bû.
Li gorî binemalên xwe kurên Efrayîm ev bûn: Ji Şûtelah binemala Şûtelahiyan, ji Bexer binemala Bexeriyan û ji Tahan binemala Tahaniyan.
Kurên Şûtelah ev bûn: Ji Êran binemala Êraniyan.
Binemalên Efrayîmiyan ev bûn. Hejmara wan 32.500 kes bû. Li gorî binemalên xwe kurên Ûsiv ev bûn.
Li gorî binemalên xwe kurên Binyamîn: Ji Bela binemala Belayiyan, ji Aşbêl binemala Aşbêliyan, ji Ahîram binemala Ahîramiyan,
ji Şûfam binemala Şûfamiyan û ji Hûfam binemala Hûfamiyan.
Kurên Bela, Ard û Naeman bûn. Ji Ard binemala Ardiyan û ji Naeman binemala Naemaniyan.
Binemalên Binyamîniyan ev bûn. Hejmara wan 45.600 kes bû.
Li gorî binemalên xwe kurên Daniyan ev bûn: Ji Şûham binemala Şûhamiyan û ji Dan binemala Daniyan.
Hemû binemalên Şûhamiyan ev bûn. Hejmara wan 64.400 kes bû.
Li gorî binemalên xwe kurên Aşêriyan: Ji Yîmna binemala Yîmnayiyan, ji Yîşwî binemala Yîşwiyiyan û ji Beriya binemala Beriyayiyan.
Kurên Beriya: Ji Hever binemala Heveriyan û ji Malkiyêl binemala Malkiyêliyan.
Navê keça Aşêr Serah bû.
Binemalên Aşêriyan ev bûn. Hejmara wan 53.400 kes bû.
Li gorî binemalên xwe kurên Neftelî: Ji Yahseyêl binemala Yahseyêliyan, ji Gûnî binemala Gûniyiyan,
ji Yêser binemala Yêseriyan û ji Şîllêm binemala Şîllêmiyan.
Binemalên Nefteliyiyan ev bûn. Hejmara wan 45.400 kes bû.
Îsraêliyên ku hatin hejmartin ev bûn. Li ser hev 601.730 kes bûn.
Xudan ji Mûsa re got:
“Li gorî hejmara navên wan, wê welat bi mîrasî li wan bê parvekirin.
Tê ji binemalên zêde re mîrasa zêde, ji binemalên kêm re jî mîrasa kêm bidî. Wê li gorî hejmara xwe her binemal mîrasa xwe bistîne.
Lê wê welat bi riya pişkê bê parvekirin. Wê herkes mîrasa xwe li gorî eşîra bavê xwe bistîne.
Çi mezin çi biçûk wê para her eşîrê bi riya pişkê bê parvekirin.”
Li gorî binemalên xwe, hejmartina Lêwiyiyan ev bû: Ji Gêrşon binemala Gêrşoniyan, ji Qohat binemala Qohatiyan û ji Mêrarî binemala Mêrariyiyan.
Binemalên Lêwiyiyan ev bûn: Binemala Lîvnî, binemala Hevron, binemala Mahlî, binemala Mûşî û binemala Qorax. Qohat bavê Emram bû.
Jina Emram, Yoxeveda ji ziriyeta Lêwî bû ku li Misrê hatibû dinyayê. Yoxevedê ji Emram re Harûn, Mûsa û Miryema xwişka wan anî.
Ji Harûn re Nadav, Avîhû, Êlezar û Îtamar çêbûn.
Lê gava wan li hizûra Xudan agirê xerîb pêşkêş kir, Nadav û Avîhû mirin.
Kesên ji Lêwiyiyan hatin hesibandin, kurikên yekmehî û mezintir, hemû kesên kurîn 23.000 kes bûn. Ew bi gelê Îsraêl re nehatin hejmartin, çimkî di nav gelê Îsraêl de mîras nedabûn wan.
Kesên ji aliyê Mûsa û Êlezarê Kahin ve hatin hejmartin ev bûn. Wan gelê Îsraêl li pêşberî Erîhayê, li deştên Moavê, li rojhilatê Çemê Şerîayê hejmart.
Lê di nav van kesên hejmartî de, tu Îsraêliyek tunebû ku Mûsa û Harûnê Kahin li Beriya Sînayê hejmartibûn.
Çimkî Xudan li ser wan gotibû: “Wê esse li beriyê bimirin.” Ji xeynî Kalêvê kurê Yefûnne û Yêşûyê kurê Nûn, tu kes ji wan sax nemabû.
Keçên Selofhad derketin pêş. Selofhad kurê Hêferê kurê Gîladê kurê Maxîrê kurê Minaşşeyê kurê Ûsiv bû. Ew ji binemala Minaşşe bû. Navên keçên wî Mahla, Noa, Hogla, Mîlka û Tîrsa bûn.
Ev jin li pêş Mûsa, Êlezarê Kahin, serekan û tevahiya civakê sekinîn. Wan li ber deriyê Konê Hevdîtinê got:
“Bavê me li beriyê mir. Ew ne di nav koma Qorax de bû ku serî li dijî Xudan rakir. Ew tenê ji ber gunehê xwe mir. Kurên wî çênebûn.
Ji ber ku kurê wî tuneye, çima navê bavê me ji nav binemala wî bê rakirin? Di nav birayên bavê me de milkekî bidin me jî.”
Mûsa doza wan bir ber Xudan.
Xudan ji Mûsa re got:
“Keçên Selofhad rast dibêjin. Tê di nav apên wan de milk bi mîrasî bidî wan. Bila mîrasa bavê wan a wan be.
“Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Heke zilamek bimire û kurê wî tunebe, hûnê mîrasa wî bidin keça wî.
Heke keça wî tunebe, hûnê mîrasa wî bidin birayên wî.
Heke birayên wî tunebin, hûnê mîrasa wî bidin birayên bavê wî.
Heke birayên bavê wî tunebin, hûnê mîrasa wî ji binemala wî bidin merivê wî yê herî nêzîk ku bibe milkê wî. Çawa ku Xudan li Mûsa emir kiriye, wê ev yek ji bo gelê Îsraêl bibe qanûn û rêbaz.’”
Xudan ji Mûsa re got: “Here ser vî çiyayê herêma Evarîmê û welatê ku min da gelê Îsraêl bibîne.
Piştî ku te welat dît, tê jî wekî Harûnê birayê xwe bimirî û bigihîjî pêşiyên xwe.
Çimkî li Beriya Zînê, gava civakê di nav avê de serî li dijî min rakir, hûn li Beriya Zînê li dijî fermana devê min rabûn. We li ber avê, rûmeta pîroziya min negirt.” –Ev li Beriya Zînê, li Qadêşê ava Merîvayê ye.–
Mûsa ji Xudan re got:
“Bila Xwedayê ruhên hemû beşerê Xudan, li ser civakê kesekî kifş bike
ku rêberiya wan bike. Bila ew wan bibe û bîne ku civaka Xudan nebe wekî pezê bêşivan.”
Xudan ji Mûsa re got: “Yêşûyê kurê Nûn ê ku Ruhê Xudan pê re ye hilde ba xwe û destê xwe deyne ser wî.
Tê wî li pêş Êlezarê Kahin û tevahiya civakê bidî sekinandin û li ber çavê wan wî bikî peywirdar.
Ji bo ku tevahiya civaka Îsraêl guhdariya wî bike, tê ji desthilatiya xwe bidî wî.
Wê li pêş Êlezarê Kahin bisekine û wê kahin li hizûra Xudan biryara Ûrîmê bipirse. Bi vî awayî wê Êlezar rêberiya Yêşû û tevahiya civaka Îsraêl bike.”
Çawa ku Xudan lê emir kir, Mûsa wiha kir. Wî Yêşû hilda, li pêş Êlezarê Kahin û tevahiya civakê da sekinandin.
Çawa ku Xudan bi riya Mûsa gotiye, wî destê xwe danî ser wî û ew kir peywirdar.
Xudan ji Mûsa re got:
“Li gelê Îsraêl emir bike û bêje: ‘Haya we jê hebe ku hûnê di demên kifşkirî de xwarina pêşkêşiyên şewitandinê pêşkêşî min bikin ku bêhna wan bi min xweş tê.’
Tê ji wan re bibêjî: ‘Pêşkêşiya şewitandinê ya ku hûnê pêşkêşî Xudan bikin ev e: Ji bo qurbana şewitandinê ya rojane, hûnê her roj du berxên nêr ên yeksalî û bêqisûr pêşkêş bikin.
Hûnê berxekî serê sibê, yê din jî ber êvarê pêşkêş bikin.
Hûnê pê re jî wekî pêşkêşiya dexlê, dehyeka efaya arvanê hûr ê ku bi çarîka hîneke zeytê hatiye hevîrkirin pêşkêş bikin.
Ev qurbana şewitandinê ya rojane ye ku li Çiyayê Sînayê hatiye danîn ku wê bêhna wê bi Xudan xweş bê. Ev pêşkêşiya şewitandinê ya Xudan e.
Herwiha bi berx re wekî pêşkêşiya rijandinê, wê çaryeka hîneke şerabê jî bê pêşkêşkirin. Hûnê pêşkêşiya rijandinê ji Xudan re li Pîrozgehê pêşkêş bikin.
Çawa ku we serê sibê kiriye, hûnê berxê din ber êvarê jî bi pêşkêşiya dexlê û pêşkêşiya rijandinê pêşkêş bikin. Hûnê wekî pêşkêşiya şewitandinê pêşkêş bikin ku bêhna wê bi Xudan xweş be.’”
Roja Septê hûnê du berxên nêr ên yeksalî û bêqisûr û wekî pêşkêşiya dexlê, ji dehan duduyê efaya arvanê hûr ê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin û pêşkêşiya rijandinê pêşkêş bikin.
Ji xeynî qurbana şewitandinê û pêşkêşiya rijandinê ya rojane, qurbana şewitandinê ya Roja Septê ev e.
Di serê her heyva nû de hûnê wekî qurbana şewitandinê ya Xudan du conega, beranek û heft berxên nêr ên yeksalî û bêqisûr pêşkêş bikin.
Herwiha hûnê bi her conegayekî re wekî pêşkêşiya dexlê ji dehan sisêyê efaya arvanê hûr ê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin û bi berên re ji dehan duduyê efaya arvanê hûr ê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin
û bi her berxî re wekî pêşkêşiya dexlê dehyeka efaya arvanê hûr ê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin pêşkêş bikin. Ev qurbana şewitandinê ye ku bêhna wê xweş e. Ev pêşkêşiya şewitandinê ya Xudan e.
Hûnê wekî pêşkêşiya rijandinê bi her conegayekî re nîv hîn, bi berên re sêyeka hînekê û bi her berxî re çarîka hîneke şerabê pêşkêş bikin. Ji bo tevahiya salekê qurbana şewitandinê ya her mehê ev e.
Ji xeynî qurbana şewitandinê ya rojane û pêşkêşiya wê ya rijandinê, hûnê wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyekî pêşkêşî Xudan bikin.
Roja çardehê meha pêşî, Cejna Derbasbûnê ya Xudan e.
Roja panzdehan a vê mehê wê cejn be û heft rojan nanê şikeva bê xwarin.
Di roja pêşî de hûnê civîneke pîroz çêkin û karên xwe yên rojane nekin.
Hûnê ji Xudan re wekî qurbana şewitandinê du conega, beranek û heft berxên nêr ên yeksalî pêşkêş bikin. Divê ew bêqisûr bin.
Pêşkêşiya wan a dexlê ji arvanê hûr ê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin wê wiha be: Bi conegayekî re ji dehan sisêyê efayê, bi berên re ji dehan duyê efayê,
ji bo heft berxan, bi her berxî re dehyeka efayê
û wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyekî ku di ber gunehên we de bibe kefaret bê dayîn.
Ji xeynî qurbana şewitandinê ya serê sibê ku pêşkêşiya rojane ye, hûnê van jî pêşkêş bikin.
Bi vî awayî hûnê her roj, xwarina pêşkêşiya şewitandinê ya ku bêhna wê bi Xudan xweş tê, heft rojan pêşkêş bikin. Ji xeynî wan jî hûnê qurbana şewitandinê ya rojane û pêşkêşiya wê ya rijandinê pêşkêş bikin.
Hûnê roja heftan jî civîna pîroz bikin û karên xwe yên rojane nekin.
Di roja berê pêşî de, gava we pêşkêşiya dexlê nû di Cejna Hefteyan de pêşkêşî Xudan kir, hûnê civîna pîroz bikin û karên xwe yên rojane nekin.
Lê hûnê wekî qurbana şewitandinê du conega, beranek, heft berxên nêr ên yeksalî pêşkêş bikin ku bêhna wê bi Xudan xweş bê.
Pêşkêşiya wan a dexlê, ji arvanê hûr ê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin wê wiha be: Bi conegayekî re ji dehan sisêyê efayê, bi berên re ji dehan duduyê efayê,
ji bo heft berxan, bi her berxî re dehyeka efayê
û wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyekî ku di ber gunehên we de bibe kefaret.
Ji xeynî qurbana şewitandinê ya rojane û pêşkêşiya wê ya dexlê, hûnê van û pêşkêşiya wan a rijandinê jî pêşkêş bikin. Divê ew bêqisûr bin.
“‘Di roja pêşî ya meha heftan de hûnê civîna pîroz çêkin û karên xwe yên rojane nekin. Wê roja borîlêxistinê be.
Hûnê wekî qurbana şewitandinê ya ku bêhna wê bi Xudan xweş tê, conegayek, beranek û heft berxên nêr ên yeksalî pêşkêş bikin.
Pêşkêşiya wan a dexlê ku ji arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin wê wiha be: Bi conegê re ji dehan sisêyê efayê, bi berên re ji dehan duyê efayê,
ji bo heft berxan, bi her berxî re dehyeka efayê
û wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyekî ku di ber gunehên we de bibe kefaret.
Ji xeynî pêşkêşiya şewitandinê ya mehane û pêşkêşiya wê ya dexlê, pêşkêşiyên rojane û pêşkêşiya wê ya dexlê û pêşkêşiyên wan ên rijandinê, hûnê van pêşkêşiyan li gorî rêbazên wan pêşkêşî Xudan bikin ku bêhna wan xweş bin.
“‘Di dehê meha heftan de hûnê civîneke pîroz çêkin. Wê rojê hûnê dev ji nefsa xwe berdin û karekî nekin.
Hûnê qurbana şewitandinê ya ku bêhna wê bi Xudan xweş tê pêşkêş bikin; conegayek, beranek, heft berxên nêr ên yeksalî. Wê bêqisûr bin.
Pêşkêşiya wan a dexlê ku ji arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin wê wiha be: Bi conegê re ji dehan sisêyê efayê, bi berên re ji dehan duduyê efayê,
bi her berxî re dehyeka efayê.
Herwiha ji xeynî pêşkêşiya paqijiyê ya ku wekî kefaretê tê dayîn, pêşkêşiya şewitandinê ya rojane, pêşkêşiya wê ya dexlê û pêşkêşiyên wan ên rijandinê, hûnê wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyekî pêşkêş bikin.
“‘Di panzdehê meha heftan de hûnê civîneke pîroz çêkin û karên xwe yên rojane nekin. Hûnê heft rojan cejna Xudan bikin.
Hûnê wekî qurbana şewitandinê ya ku bêhna wê bi Xudan xweş tê, sêzdeh conega, du beran, çardeh berxên nêr ên yeksalî pêşkêş bikin. Divê ew bêqisûr bin.
Pêşkêşiya wan a dexlê arvanê hûr ê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin wê wiha be: Ji bo sêzdeh conegayan bi her conegayekî re ji dehan sisêyê efayê, ji bo du beranan, bi her beranekî re ji dehan duduyê efayê,
ji bo çardeh berxan bi her berxî re dehyeka efayê.
Herwiha ji xeynî qurbana şewitandinê ya rojane û pêşkêşiyên wê yên dexil û rijandinê, hûnê wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyekî pêşkêş bikin.
“‘Di roja diduyan de hûnê van pêşkêş bikin: Duwanzdeh conega, du beran, çardeh berxên nêr ên yeksalî û bêqisûr,
li gorî rêbaz û hejmarên wan, ji bo conega, beran û berxan pêşkêşiyên wan ên dexlê û rijandinê
û ji xeynî qurbana şewitandinê ya rojane, pêşkêşiya wê ya dexlê û pêşkêşiyên wan ên rijandinê, wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek.
“‘Di roja sisêyan de hûnê van pêşkêş bikin: Yanzdeh conega, du beran, çardeh berxên nêr ên yeksalî û bêqisûr,
li gorî rêbaz û hejmarên wan, ji bo conega, beran û berxan pêşkêşiyên wan ên dexlê û rijandinê
û ji xeynî qurbana şewitandinê ya rojane, pêşkêşiya wê ya dexlê û pêşkêşiya wê ya rijandinê, wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek.
“‘Di roja çaran de hûnê van pêşkêş bikin: Deh conega, du beran, çardeh berxên nêr ên yeksalî û bêqisûr,
li gorî rêbaz û hejmarên wan, ji bo conega, beran û berxan pêşkêşiyên wan ên dexlê û rijandinê
û ji xeynî qurbana şewitandinê ya rojane û pêşkêşiyên wê yên dexil û rijandinê, wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek.
“‘Di roja pêncan de hûnê van pêşkêş bikin: Neh conega, du beran, çardeh berxên nêr ên yeksalî û bêqisûr,
li gorî rêbaz û hejmarên wan, ji bo conega, beran û berxan pêşkêşiyên wan ên dexlê û rijandinê
û ji xeynî qurbana şewitandinê ya rojane, pêşkêşiya wê ya dexlê û pêşkêşiya wê ya rijandinê, wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek.
“‘Di roja şeşan de hûnê van pêşkêş bikin: Heşt conega, du beran, çardeh berxên nêr ên yeksalî û bêqisûr,
li gorî rêbaz û hejmarên wan, ji bo conega, beran û berxan pêşkêşiyên wan ên dexlê û rijandinê
û ji xeynî qurbana şewitandinê ya rojane, pêşkêşiya wê ya dexlê û pêşkêşiya wê ya rijandinê, wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek.
“‘Di roja heftan de hûnê van pêşkêş bikin: Heft conega, du beran, çardeh berxên nêr ên yeksalî û bêqisûr,
li gorî rêbaz û hejmarên wan, ji bo conega, beran û berxan pêşkêşiyên wan ên dexlê û rijandinê
û ji xeynî qurbana şewitandinê ya rojane, pêşkêşiya wê ya dexlê û pêşkêşiya wê ya rijandinê, wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek.
“‘Di roja heştan de hûnê civîneke mezin çêkin û karên xwe yên rojane nekin.
Hûnê van pêşkêş bikin: Wekî qurbana şewitandinê ya ku bêhna wê bi Xudan xweş tê, conegayek, beranek, heft berxên nêr ên yeksalî û bêqisûr,
li gorî rêbaz û hejmarên wan, ji bo conega, beran û berxan pêşkêşiyên wan ên dexlê û rijandinê
û ji xeynî qurbana şewitandinê ya rojane, pêşkêşiya wê ya dexlê û rijandinê, wekî pêşkêşiya paqijiyê nêriyek.
“‘Di cejnên xwe de, ji xeynî pêşkêşiyên we yên sozdanê û dilxwaziyê, hûnê wan wekî qurbanên şewitandinê û pêşkêşiyên dexlê, rijandinê û aştiyê pêşkêşî Xudan bikin.’”
Bi vî awayî Mûsa ji gelê Îsraêl re li gorî her tiştê ku Xudan lê emir kiriye, got.
Mûsa ji serekên eşîrên Îsraêl re got: “Ya ku Xudan emir kir, ev e:
‘Heke kesek ji Xudan re soz bide yan sond bixwe û xwe bi vî awayî bixe bin barekî, divê ew gotina xwe xera neke û li gorî her tiştê ku ji devê wî derketiye bike.
“‘Heke jineke ciwan a ku hê li mala bavê xwe ye, ji Xudan re soz bide û xwe bixe bin barekî,
bavê wê jî bibihîze ku wê soz daye û xwe xistiye bin barekî û herwiha bêdeng bimîne, wê soza ku jinikê daye û barê ku xwe xistiye binî li ser wê bimîne.
Lê heke bavê wê roja ku ev yek bihîst li dij derkeve, wê soza ku keçikê daye û barê ku xwe xistiye binî betal bibe. Wê Xudan keçikê bibexişîne, çimkî bavê wê li dij derketiye.
“‘Heke keçika ku soz da yan jî bêyî ku bifikire xwe bixe bin barekî û bizewice,
mêrê wê vê yekê bibihîze û roja ku bihîstiye bêdeng bimîne, ew soz û barê ku keçikê xwe xistiye binî wê li ser wê bimîne.
Lê heke mêrê wê bibihîze û li dij derkeve, wê soza li ser wê û gotina bêyî ku bifikire gotiye û bi vî awayî xwe xistiye bin bar betal bibe. Wê Xudan keçikê bibexişîne.
“‘Lê wê soza ku jinebî yan jina ku ji mêrê xwe qetiyaye soz daye yan barê ku xwe xistiye binî li ser wê bimîne.
“‘Heke jinek li mala mêrê xwe soz dabe û sond xwaribe û xwe xistibe bin barekî,
mêrê wê jî bibihîze, bêdeng bimîne û li dij dernekeve, wê hemû sozên wê û barên ku xwe xistiye binî li ser wê bimînin.
Lê gava mêrê wê vê yekê bibihîze, ew bi tevahî betal bike, wê tevahiya soza ku ji devê wê derketiye û barên ku wê xwe xistiye binî betal bibin. Mêrê wê ew betal kirine û wê Xudan wê bibexişîne.
Mêrê jinikê, her soz û barê ku jina wî, ji bo dev ji nefsa xwe berde, bi sond xwe xistiye binî, dikare qebûl bike yan jî betal bike.
Lê heke mêrê wê di wê rojê de li ber vê yekê bêdeng bimîne, ew hemû sozên wê û barên ku wê xwe xistiye binî li ser wê bimînin. Çimkî ew di roja ku bihîstiye de li dij derneketiye.
Lê heke mêrê wê tiştên ku bihîstine, piştî demekê betal bike, wê sûcê jinikê bikeve stûyê wî.’”
Qanûnên Xudan li ser jin û mêrê wê û li ser bav û keça wî gava ew ciwan û li mala bavê xwe ye li Mûsa emir kirine, ev in.
Xudan ji Mûsa re got:
“Heyfa gelê Îsraêl ji Mîdyaniyan bistîne. Piştre tê bimirî û bigihîjî pêşiyên xwe.”
Mûsa ji gel re got: “Ji bo ku li dijî Mîdyaniyan şer bikin û heyfa Xudan ji wan bistînin, ji nav xwe zilaman çekdar bikin.
Ji her eşîreke Îsraêl, hezar mêran bişînin şer.”
Li ser vê yekê ji eşîrên Îsraêl, ji her eşîrekê hezar mêr hatin hilbijartin. Wan duwanzdeh hezar zilam çekdar kirin.
Mûsa ji her eşîrê hezar zilamên çekdar û Pînehasê kurê Êlezarê Kahin şandin şer. Pînehas hinek taximên Pîrozgehê û boriyên dengbilind hildan ba xwe.
Çawa ku Xudan li Mûsa emir kir, wan li dijî Mîdyaniyan şer kir û hemû şervanên wan kuştin.
Wan pênc padîşahên Mîdyanê kuştin: Ewî, Reqem, Sûr, Hûr û Reva. Wan Balamê kurê Beor jî da ber şûran.
Gelê Îsraêl jin û zarokên Mîdyaniyan dîl girtin. Wan hemû heywan, kerî û malê wan talan kirin.
Hemû war û bajarên Mîdyanî lê diman şewitandin
û hemû tişt, çi mirov, çi heywan talan kirin.
Wan êsîr û talan anîn ba Mûsa, Êlezarê Kahin û civata gelê Îsraêl. Wan ew anîn artêşgeha ku li pêşberî Erîhayê, li deştên Moavê, li rojhilatê Çemê Şerîayê bû.
Mûsa, Êlezarê Kahin û hemû serekên civakê derketin derveyî artêşgehê ku bên pêşiya wan.
Mûsa li fermandarên artêşê, serhezar û sersedan hêrs bû ku ji şer dihatin.
Mûsa ji wan re got: “Ma we hemû jin sax hiştine?!
Ew jin ew in ku guhdariya şîreta Balam kir! Ew di meseleya Peor de bûn sedema nedilsoziya gelê Îsraêl a bi Xudan re. Loma kul ket nav civaka Xudan.
Niha hemû zarokên kurîn û jinên ku bi mêran re razane bikujin.
Lê keçên ciwan ên ku bi mêran re ranezane ji bo xwe sax bihêlin.
Bila her kesê ji we ku mirovekî kuştiye yan dest daye miriyekî, heft rojan li derveyî artêşgehê bimîne. Herwiha bila di roja sisêyan û di roja heftan de xwe û êsîrên xwe ji gunehan pak bike.
Hûnê her cilî, her tiştê çermîn, her tiştê ji mûyê bizinê hatiye çêkirin û her tiştê darîn pak bikin.”
Êlezarê Kahin ji leşkerên ji şer vegeriyane re got: “Rêbaza şerîeta ku Xudan li Mûsa emir kiriye ev e:
‘Zêr, zîv, tûnc, hesin, qelay û risas,
wê her tiştê li ber êgir li ber xwe dide, di êgir re derbas bibe û pak bibe. Herwiha hûnê bi ava paqijkirinê pak bikin û her tiştê li ber êgir li ber xwe nade jî di avê re derbas bikin.
Hûnê roja heftan cilên xwe bişon û pak bibin. Piştre hûn dikarin bikevin artêşgehê.’”
Xudan ji Mûsa re got:
“Tu, Êlezarê Kahin û serekên binemalên civakê, çi mirov, çi heywan tevahiya talên bijmêrin.
Paşê talên di navbera kesên çûne şer û tevahiya civakê de parve bikin.
Ji para leşkerên çûne şer, ji mirov, ker û pez û dewêr, tê ji bo Xudan ji pêncsedan yekî bac bistînî.
Tê vê bacê ji nîvê para ji leşkeran re ketiye bistînî û ji bo Xudan wekî pêşkêşî bidî Êlezarê Kahin.
Ji nîvê para din a gelê Îsraêl ji mirov û hemû heywanan –pez, ker an dewar– ji pênciyan yekî bistînî û bidî Lêwiyiyên ku nobedariya Meskenê Xudan dikin.”
Çawa ku Xudan li Mûsa emir kiriye, Mûsa û Êlezarê Kahin wiha kir.
Talanê mayî yê ku leşkeran di şer de anîbû, ev bû: 675.000 pez,
72.000 dewar,
61.000 ker,
32.000 keçên ku bi mêran re ranezane.
Nîvê para ji leşkerên ku çûbûn şer re ket jî ev bû: 337.500 pez,
baca Xudan a ji van 675 pez,
36.000 dewar, baca Xudan a ji van 72 dewar,
30.500 ker, baca Xudan a ji van 61 ker
û 16.000 kes, baca Xudan a ji van 32 kes.
Çawa ku Xudan lê emir kiribû, Mûsa baca ji Xudan re hatiye veqetandin da Êlezarê Kahin.
Nîvê para ku Mûsa ji leşkerên ku çûne şer stand û da gelê Îsraêl
ango nîvê ku bû para civakê, ev bû: 337.500 pez,
36.000 dewar,
30.500 ker
û 16.000 kes.
Çawa ku Xudan lê emir kiriye, Mûsa ji nîvê para ji gelê Îsraêl re ketiye, ji her pêncî kesî yekî û ji her pêncî heywanî yekî hilda û da Lêwiyiyên ku nobedariya Meskenê Xudan dikin.
Fermandarên serhezar û sersed nêzîkî Mûsa bûn
û jê re got: “Em xulamên te, me tevahiya zilamên ku me biribû şer hejmartin û ji me tu kes kêm tuneye.
Herwiha me pêşkêşiyên Xudan anîn. Hemû ji me çi tiştê dîtibe; tiştên zêrîn, bazbend, bazin, gustîl, guhar û gerdenî me anîn ku ji bo bexişandina canê xwe wekî kefaret bidin Xudan.”
Mûsa û Êlezarê Kahin zêr û her cure tiştên zêrîn ji wan standin.
Giraniya tevahiya zêrê ku serhezar û sersedan pêşkêşî Xudan kir 16.750 şekel bû.
Hemû leşker talanê xwe hildabû.
Mûsa û Êlezarê Kahin ji serhezar û sersedan zêr stand û wekî pêşkêşiyeke bîranînê ya ji bo gelê Îsraêl li hizûra Xudan anî Konê Hevdîtinê.
Gelek zêde pez û dewarên Gadî û Rûbêniyan hebûn. Gava wan dît ku axa Yazêrê û axa Gîladê ji bo xweyîkirina heywanan baş in,
Gadî û Rûbênî hatin ba Mûsa, Êlezarê Kahin û serekên civakê. Wan got:
“Etarot, Dîvon, Yazêr, Nîmra, Heşbon, Êlele, Sevam, Nebo û Beon
ango ev deverên ku Xudan li ber civaka Îsraêl têk bir, ji bo pez û dewaran baş e û heywanên xulamên we jî hene.
Heke dilê te bi me xweş be, vê axê wekî milk bide xulamên xwe ku em jî derbasî wî alî Çemê Şerîayê nebin.”
Mûsa ji Gadî û Rûbêniyan re got: “Wê birayên we herin şer û hûnê li vir bimînin?!
Hûn çima dilê gelê Îsraêl sar dikin ku diçin welatê Xudan daye wan?
Bavên we yên ku min ji Qadêş-Barnêayê şandin ku welêt bibînin jî wisa kir.
Gava ew heta Newala Eşkolê çûn û wan welat dît, wan dilê gelê Îsraêl sar kir ku neçin welatê Xudan daye wan.
Wê rojê hêrsa Xudan rabû. Wî sond xwar û got:
‘Ji kesên bîst salî û mezintir ku ji Misrê derketin, wê welêt nebînin ku min sond xwariye bidim Îbrahîm, Îshaq û Aqûb. Çimkî wan bi tevahî neda pey min.
Wê ji bilî Kalêvê kurê Yefûnneyê Qenîzzî û Yêşûyê kurê Nûn, tu kesekî din wê derê nebîne. Çimkî tenê wan bi tevahî da pey min.’
Îcar hêrsa Xudan li dijî gelê Îsraêl rabû û heta tevahiya wî nifşê ku tiştên di çavê Xudan de xerab in kiribûn qedand, wî ew çil salan li beriyê da gerandin.
“Nexwe hûn, ya ziriyeta gunehkaran! Hûn ketin şûna bavê xwe û hûn hêrsa Xudan a dijwar li dijî gelê Îsraêl zêdetir dikin.
Heke hûn dev ji rêveçûna pey wî berdin, wê Xudan dîsa wan li beriyê bihêle û hûnê bibin sedema tunebûna tevahiya vî gelî.”
Ew nêzîkî Mûsa bûn û wan jê re got: “Emê li vir ji bo pezê xwe hevşiyan çêkin û ji bo zarokên xwe bajaran ava bikin.
Lê emê çekan hildin û pêşengiya gelê Îsraêl bikin heta ew bigihîjin welatê ku wê bibe yê wan. Lê ji ber şêniyên welêt, wê zarokên me li bajarên bisûr rûnin.
Heta ku hemû gelê Îsraêl mîrasa xwe bistîne, emê nezivirin malên xwe.
Emê li aliyê din ê Çemê Şerîayê û wêdetir bi wan re mîras nestînin. Çimkî rojhilatê Çemê Şerîayê wekî mîras para me ket.”
Mûsa ji wan re got: “Heke hûn vê yekê bikin, çekên xwe hildin, li pêşberî Xudan herin şer
û hemû kesên ji we çekên xwe hildin, heta dijminên Xudan li ber wî bên qewitandin, li pêşiya Xudan Çemê Şerîayê derbas bikin
û welat jî li ber wî bikeve dest, wî çaxî hûnê bikaribin vegerin û beramberî Xudan û gelê Îsraêl nekevin bin barekî. Wê gavê wê ev der li ber Xudan bibe milkê we.
“Lê heke hûn wiha nekin, wê gavê hûnê li dijî Xudan guneh bikin û bawer bin wê sûcê we pêsîra we bernede.
Ji bo zarokên xwe bajaran û ji bo keriyên xwe hevşiyan çêkin. Lê gotina ji devê we derketiye bikin.”
Gadî û Rûbêniyan ji Mûsa re got: “Wê xulamên te çawa ku xweyê me emir kiriye, bikin.
Wê jinên me, zarokên me, keriyên me û hemû heywanên me yên din li vir, li bajarên Gîladê bimînin.
Lê çawa ku te emir kiriye, wê hemû xulamên te çekên xwe hildin, derbasî aliyê din bibin û li ber Xudan şer bikin.”
Mûsa li ser Gadî û Rûbêniyan, li Êlezarê Kahin, Yêşûyê kurê Nûn û serekên binemalên eşîrên gelê Îsraêl emir kir.
Mûsa ji wan re got: “Heke Gadî û Rûbêniyên çekdar li ber Xudan bi we re Çemê Şerîayê derbas bikin û welat li ber we bikeve dest, hûnê herêma Gîladê bi milkî bidin wan.
Lê heke çekdar bi we re derbas nebin, wê li welatê Kenanê di nav we de milk bistînin.”
Gadî û Rûbêniyan bersiv da û got: “Çawa ku Xudan ji xulamên te re gotiye, emê wisa bikin.
Emê bi awayekî çekdar li ber Xudan derbasî welatê Kenanê bibin, lê milkê ku emê mîras bistînin, wê li rojhilatê Çemê Şerîayê be.”
Mûsa padîşahiya Sîhonê Padîşahê Amoriyan û padîşahiya Ogê Padîşahê Başanê da eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşeyê kurê Ûsiv. Wî welat, bajar û axa bajarên derdora wan dan wan.
Gadiyan ev bajar ji nû ve ava kirin: Dîvon, Etarot, Eroêr,
Etrot-Şofan, Yazêr, Yogboha,
Bêtnîmra û Bêtharan. Wan ji bo xwe bajarên bi sûr û hevşiyên pêz çêkirin.
Rûbêniyan ev ji nû ve ava kirin: Heşbon, Êlele, Qîryatayîm,
Nebo, Baal-Meon –hinek nav hatin guhertin– û Sîvma. Wan navên nû li bajarên ku çêkirin danîn.
Kesên ji ziriyeta Maxîrê kurê Minaşşe çûn Gîladê û wan ew desteser kir. Wan Amoriyên wir qewitandin.
Bi vî awayî Mûsa axa Gîlad da Maxîrê kurê Minaşşe û ew jî li wê derê rûniştin.
Yayîrê ji nîveşîra Minaşşe çû, gundên Amoriyan standin û navê Hawot-Yayîr li wan deran kir.
Novah jî çû û Qenat û gundên wê standin. Wî navê xwe li wê derê kir.
Rêwîtiyên ku gelê Îsraêl li gorî artêşgehên xwe bi rêberiya Mûsa û Harûn ji welatê Misrê derket, ev in.
Li ser fermana devê Xudan, Mûsa beş bi beş ev rêwîtî nivîsî. Rêwîtiyên gelê Îsraêl ev bûn:
Di panzdehê meha pêşî de, dotira roja Cejna Derbasbûnê, gelê Îsraêl li ber çavê hemû Misriyan bi wêrekî ji Ramsêsê bi rê ket.
Wê gavê Misriyan kurên xwe yên pêşî vedişartin ku Xudan ew kuştibûn. Xudan îlahên wan jî dadbar kiribûn.
Gelê Îsraêl ji Ramsêsê koç kir û li Sûkkotê kon veda.
Ji Sûkkotê bi rê ket û li Êtama li kêleka beriyê kon veda.
Ji Êtamê bi rê ket, zivirî Pî-Hahîrota rojhilatê Baal-Sefonê û paşê li pêşberî Mîgdolê kon veda.
Ji Pî-Hahîrotê bi rê ket, di nav deryayê re derbas bû û hat beriyê. Li Beriya Êtamê qonaxa sê rojan koç kir û li Marayê kon veda.
Ji Marayê bi rê ket û hat Elîmê. Li Elîmê duwanzdeh kanî û heftê darên xurmê hebûn. Loma li wê derê kon veda.
Gel ji Elîmê koç kir û li kêleka Derya Sor kon veda.
Ji Derya Sor koç kir û li Beriya Sînê kon veda.
Ji Beriya Sînê koç kir û li Dofqayê kon veda.
Ji Dofqayê koç kir û li Alûşê kon veda.
Ji Alûşê koç kir û li Refîdîmê kon veda ku ji bo gel ava vexwarinê tunebû.
Ji Refîdîmê koç kir û li Beriya Sînayê kon veda.
Ji Beriya Sînayê koç kir li Qîvrot-Hattaawayê kon veda.
Ji Qîvrot-Hattaawayê koç kir û li Hasêrotê kon veda.
Ji Hasêrotê koç kir û li Rîtmayê kon veda.
Ji Rîtmayê koç kir û li Rîmmon-Peresê kon veda.
Ji Rîmmon-Peresê koç kir û li Lîvnayê kon veda.
Ji Lîvnayê koç kir û li Rîssayê kon veda.
Ji Rîssayê koç kir û li Qehêlatayê kon veda.
Ji Qehêlatayê koç kir û li Çiyayê Şeferê kon veda.
Ji Çiyayê Şeferê koç kir û li Haradayê kon veda.
Ji Haradayê koç kir û li Maqhêlotê kon veda.
Ji Maqhêlotê koç kir û li Tahatê kon veda.
Ji Tahatê koç kir û li Têrahê kon veda.
Ji Têrahê koç kir û li Mîtqayê kon veda.
Ji Mîtqayê koç kir û li Haşmonayê kon veda.
Ji Haşmonayê koç kir û li Mosêrotê kon veda.
Ji Mosêrotê koç kir û li Benê-Yaeqanê kon veda.
Ji Benê-Yaeqanê koç kir û li Hor-Gîdgadê kon veda.
Ji Hor-Gîdgadê koç kir û li Yotbatayê kon veda.
Ji Yotbatayê koç kir û li Evronayê kon veda.
Ji Evronayê koç kir û li Esyon-Geverê kon veda.
Ji Esyon-Geverê koç kir û li Beriya Zînê –ku Qadêş e– kon veda.
Ji Qadêşê koç kir û li kêleka welatê Edomê, li Çiyayê Horê kon veda.
Li ser fermana devê Xudan, Harûnê Kahin derket Çiyayê Horê û di sala çilemîn a ku gelê Îsraêl ji welatê Misrê derket de, di yekê meha pêncan de mir.
Gava Harûn li Çiyayê Horê mir 123 salî bû.
Padîşahê Eradê yê Kenanî yê ku li herêma Negeva li welatê Kenanê rûdinişt, hatina gelê Îsraêl bihîst.
Wî çaxî gel ji Çiyayê Horê koç kir û li Salmonayê kon veda.
Ji Salmonayê koç kir û li Pûnonê kon veda.
Ji Pûnonê koç kir û li Ovotê kon veda.
Ji Ovotê koç kir, li sînorê Moavê, li Îyê-Evarîmê kon veda.
Ji Îyîmê koç kir û li Dîvon-Gadê kon veda.
Ji Dîvon-Gadê koç kir û li Elmon-Dîvlatayîmê kon veda.
Ji Elmon-Dîvlatayîmê koç kir li pêşberî Neboyê, li herêma çiyayî ya Evarîmê kon veda.
Ji herêma çiyayî ya Evarîmê koç kir û li pêşberî Erîhayê, li deştên Moavê, li rojhilatê Çemê Şerîayê kon veda.
Wan li kêleka Çemê Şerîayê, ji Bêtyeşîmotê heta Avêl-Şittîma li deştên Moavê kon veda.
Xudan li pêşberî Erîhayê, li deştên Moavê, li rojhilatê Çemê Şerîayê bi Mûsa re peyivî û got:
“Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Gava hûn ji Çemê Şerîayê derbasî welatê Kenanê bûn,
hûnê ji ber xwe hemû şêniyên welêt biqewitînin. Hûnê hemû pûtên wan ên rijandî û qewartî tune bikin û hemû bilindciyên ku li wir diperizin pûtan hilweşînin.
Hûnê welêt ji xwe re bikin milk û lê rûnin. Çimkî min ew der bi milkî da we.
Hûnê welêt bi pişk di nav binemalên xwe de parve bikin. Hûnê mîrasa kesên zêde ne, zêde bidin, ên kêm in, kêm bidin. Bi riya pişkê, ji kê re ku der bikeve, ew der ya wî ye. Hûnê li gorî eşîrên bav û kalên xwe mîras bistînin.
Lê heke hûn şêniyên welêt neqewitînin, wê gelê li wir maye di çavê we de bibe kelem û di newqa we de bibe stirî. Li welatê hûn lê rûdinin wê tengasiyê bidin we.
Wî çaxî tişta ez difikirîm bînim serê wan, ezê bînim serê we.’”
Xudan ji Mûsa re got:
“Li gelê Îsraêl emir bike û ji wan re bêje: ‘Gava hûn ketin welatê Kenanê yê ku wê bi milkî para we bikeve, wê sînorên we wiha bin:
“‘Sînorê we yê başûr wê ji Beriya Zînê hilkişe sînorê Edomê. Li rojhilat, wê sînorê we yê başûr ji keviyên Gola Xwê destpê bike,
di başûrê Hevrazê Dûpişkan re bigihîje Zînê û heta başûrê Qadêş-Barnêayê here. Wê ji wê derê here Hasar-Addar û Esmonê,
ji Esmonê jî dirêjî Geliyê Misrê bibe û li Derya Spî biqede.
“‘Sînorê we yê rojava wê bibe Derya Spî û keviyên wê. Wê sînorê we yê rojava wiha be.
“‘Sînorê we yê bakur wê ji Derya Spî bigihîje Çiyayê Horê.
Wê ji Çiyayê Horê xwe berde Levo-Hamatê, ji wir bigihîje Sedadê,
ber bi Zîfronê ve dirêj bibe û li Hasar-Eynanê biqede. Wê sînorê we yê bakur wiha be.
“‘Sînorê we yê rojhilat wê ji Hasar-Eynanê heta Şefamê hilkişe
û ji Şefamê xwe berde Rîvlaya li rojhilatê Eyînê. Wê ji wir berjêr bibe û bigihîje palên rojhilatê Gola Kînneretê.
Wê sînor dakeve Çemê Şerîayê û bigihîje keviyên Gola Xwê. “‘Wê sînorên welatê we ji her alî ve wiha be.’”
Mûsa li gelê Îsraêl emir kir û got: “Welatê ku hûnê bi pişkê mîras bistînin ev e. Çawa ku Xudan emir kiriye, wê di nav neh eşîr û nîveşîrê de bê parvekirin.
Çimkî eşîra Rûbên bi tevahiya malbatên xwe ve û eşîra Gad bi tevahiya malbatên xwe ve û nîveşîra Minaşşe mîrasa xwe standin.
Her du eşîr û nîveşîr, mîrasa xwe li rojhilatê Çemê Şerîayê, li pêşberî Erîhayê standin.”
Xudan ji Mûsa re got:
“Navên zilamên ku wê welat li we parve bikin ev in: Êlezarê Kahin û Yêşûyê kurê Nûn.
Ji bo bi mîrasî parvekirina welêt ji her eşîrekê serekekî hildin.
“Navê kesên ku hûnê peywirdar bikin ev in: Ji eşîra Cihûda, Kalêvê kurê Yefûnne,
ji eşîra Şimûn, Şemûêlê kurê Emmîhûd,
ji eşîra Binyamîn, Elîdadê kurê Kîslon,
ji eşîra Dan serekek, Bûqiyê kurê Yoglî,
ji kurên Ûsiv; ji eşîra Minaşşe serekek, Hanniyêlê kurê Êfod
û ji eşîra Efrayîm serekek, Qemûêlê kurê Şîftan,
ji eşîra Zevûlon serekek, Êlîsafanê kurê Parnak,
ji eşîra Îssexar serekek, Paltiyêlê kurê Ezzan,
ji eşîra Aşêr serekek, Ahîhûdê kurê Şelomî
û ji eşîra Neftelî serekek, Pedahêlê kurê Emmîhûd.”
Kesên ku Xudan li wan emir kiribû ku li welatê Kenanê mîrasa gelê Îsraêl parve bikin, ev bûn.
Xudan li pêşberî Erîhayê, li deştên Moavê, li rojhilatê Çemê Şerîayê ji Mûsa re got:
“Li gelê Îsraêl emir bike û bibêje: ‘Bila ji milkê ku mîrasa wan e, bajarên ku wê Lêwiyî lê rûnin bidin wan.’ Mêrgên li kêleka bajaran jî bidin wan.
Wê ev bajar, ên wan bin ku ew lê rûnin. Wê ev mêrg jî, ji bo pez, dewar û heywanên wan bin.
“Mêrgên bajarên ku hûnê bidin Lêwiyiyan wê bi qasî hezar gazan ji sûra bajêr wêdetir bin.
Hûnê li derveyî bajêr bi aliyê rojhilat ve du hezar, bi aliyê başûr ve du hezar, bi aliyê rojava ve du hezar û bi aliyê bakur ve du hezar gaz bipîvin. Wê ev der bibe mêrgên bajarên wan.
“Ji bajarên ku hûn didin Lêwiyiyan, wê şeş bajar bibin bajarên sitargehê ku kujer birevinê. Ji xeynî van hûnê çil û du bajarên din bidin Lêwiyiyan.
Wê hejmara bajarên ku hûn wan bi mêrgên wan ve bidin Lêwiyiyan, çil û heşt be.
Hûnê ji milkê her eşîrê gelê Îsraêl bajaran bidin Lêwiyiyan. Li gorî mîrasa wê, hûnê ji eşîra ku bajarê wê pir in, pir û ji eşîra ku bajarên wê hindik in, hindik bidin.”
Xudan ji Mûsa re got:
“Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Gava hûn Çemê Şerîayê derbas bikin û bigihîjin welatê Kenanê,
hûnê ji bo xwe hinek bajaran wekî bajarên sitargehê kifş bikin ku kesê bi şaşî zilamekî bikuje wê bireve wir.
Wê ev bajar bibin sitargeh ku kesê ku zilamekî kuştiye, ji kesê dixwaze heyfê bistîne, bireve û heta li pêş civakê neyê dadbarkirin, wê neyê kuştin.
Wê her şeş bajarê ku hûn kifş bikin bibin bajarên sitargehê.
Hûnê sê bajaran li rojhilatê Çemê Şerîayê û sê bajaran jî li welatê Kenanê wekî bajarên sitargehê kifş bikin.
Wê ev şeş bajar ji kesên gelê Îsraêl û xerîbên nav wan re bibin sitargeh. Kesê bi şaşî zilamekî kuştiye wê bireve wir.
“‘Heke kesek bi amûreke hesin li kesekî bixe û wî bikuje, ew kujer e û divê bê kuştin.
Heke kesek kevirekî ku dikare mirovan bikuje hilde, pê li kesekî bixe û wî bikuje, ew kujer e û divê esse bê kuştin.
An di destê kesekî de darekî ku mirov pê tê kuştin hebe, ew pê li yekî bixe û bikuje, ew kujer e û divê bê kuştin.
Kesê dixwaze heyfa xwînê bistîne, wê kujer bikuje. Çaxê ew li kujer rast hat, wê wî bikuje.
Heke kesek ji ber nefretê kesekî din dehf bide yan ji kemînê tiştekî bavêje ser wî û wî bikuje,
yan jî heke kesek ji ber dijminatiyê bi kulman li kesekî din bixe û wî bikuje, ew kes kujer e. Çaxê kesê dixwaze heyfa xwînê bistîne lê rast bê, wê wî bikuje.
“‘Heke kesek bêyî dijminatiyê jinişkave kesekî din dehf bide yan gava ne di kemînê de ye tiştekî bavêjê,
yan jî heke kesek kevirekî ku mirov dikuje hilde û bêyî ku haya wî jê hebe, bi ser yekî ve tera bike û wî bikuje, ji ber ku dijminatiya kujer bi kuştî re tunebû û ne xwestiye zirarê bidê,
wê civak di navbera kujer û kesê dixwaze heyfa xwînê bistîne de, li gorî van rê û rêbazan dîwanê bike:
Wê civak kujer ji destê kesê dixwaze heyfa xwînê bistîne rizgar bike û wî bişîne bajarê sitargehê ku jê reviyaye. Wê ew kes, heta serkahinê ku bi rûnê pîroz hatiye kifşkirin bimire, li wê derê bimîne.
“‘Lê heke kujer sînorê bajarê sitargehê derbas bike
û kesê dixwaze heyfa xwînê bistîne wî li derveyî sînorê bajarê sitargehê bikuje, wê heyfgir sûcdar neyê hesibandin.
Çimkî divê kujer heta mirina serkahin li bajarê sitargehê bima. Piştî mirina serkahin, ew dikare vegere ser milkê xwe.
“‘Wê ev di nav nifşên we de li her cihê ku hûn lê dimînin bibe rêbaz û qanûn.
“‘Heke zilamek kesekî din bikuje, wê kujer li ser gotina şahidan bê kuştin. Lê ji bo kuştina yekî, wê şahidiya şahidekî têrê neke.
Hûnê di ber canê kujêr de berdêlê nestînin. Kujêr mirin heq kiriye û divê bê kuştin.
Hûnê di ber zilamê ji bajarê sitargehê reviyaye berdêlê nestînin ku beriya mirina Serkahin vegere axa xwe û lê rûne.
Hûnê welatê ku hûn lê rûdinin qirêj nekin. Çimkî xwîn welêt qirêj dike. Ji bo welatê ku xwîn lê hatiye rijandin, ne bi tiştekî din, lê tenê bi xwîna kesê ku xwîn rijandiye wê kefaret bê dayîn.
Hûnê welatê hûn lê rûdinin û ez jî di nav de me qirêj nekin. Çimkî ez Xudan di nav gelê Îsraêl de rûdinim.’”
Serekên malbatên binemalên ziriyeta Gîladê kurê Maxîrê kurê Minaşşeyê kurê Ûsiv hatin ku li ber Mûsa û serekên malbatên gelê Îsraêl bipeyivin.
Wan got: “Xudan li Mûsayê xweyê me emir kir ku welêt bi awayê pişkavêtinê bi milkî bide gelê Îsraêl. Wî li xweyê me jî emir kir ku mîrasa merivê me Selofhad bide keçên wî.
Lê heke keçên Selofhad bi mêrên eşîreke din a gelê Îsraêl re bizewicin, wê mîrasa wan ji mîrasa malbatên me bê standin û bi ser mîrasa eşîra mêrên wan ve bê berdan. Bi vî awayî wê para ku bi pişk ji me re ket kêm bibe.
Herwiha çaxê Sala Azadiyê ya gelê Îsraêl bê pîrozkirin, wê mîrasa wan bi ser mîrasa eşîra mêrên wan û ji mîrasa ku ji eşîra bav û kalên me re ketiye, kêm bibe.”
Li ser fermana devê Xudan, Mûsa li gelê Îsraêl emir kir û got: “Ziriyeta eşîra Ûsiv rast dibêje.
Ya ku Xudan li ser keçên Selofhad emir kiriye û gotiye ev e: ‘Ew dikarin bi wan kesan re bizewicin ku dilê wan pê xweş bin, lê divê mêr ji eşîra bavê wan bin.’
Bi vî awayî wê mîrasa gelê Îsraêl ji eşîrekê derbasî eşîreke din nebe. Wê her kesê ji gelê Îsraêl, girêdayî mîrasa eşîra xwe bimîne.
Di nav hemû eşîrên gelê Îsraêl de, divê her keça xweyî mîras, bi mêrekî ji binemalên eşîra bavê xwe re bizewice ku her kesê ji gelê Îsraêl ji mîrasa bav û kalên xwe re bibe xweyî.
Wê mîras ji eşîrekê derbasî eşîra din nebe. Çimkî wê her eşîra Îsraêl girêdayî mîrasa xwe bimîne.”
Çawa ku Xudan li Mûsa emir kiribû, keçên Selofhad wisa kir.
Keçên Selofhad; Mahla, Tîrsa, Hogla, Mîlka û Noa bi pismamên xwe re zewicîn.
Ew bi mêrên ji binemala Minaşşeyê kurê Ûsiv re zewicîn û mîrasa wan ji eşîra binemala bavên wan re ma.
Ferman û rêbazên Xudan ev bûn ku bi riya Mûsa li pêşberî Erîhayê, li deştên Moavê, li rojhilatê Çemê Şerîayê dan gelê Îsraêl.
Gotinên ku Mûsa li beriya li rojhilatê Çemê Şerîayê, li Eravaya li pêşberî Sûfê, di navbera Paran, Tofel, Lavan, Hasêrot û Dî-Zahavê de ji gelê Îsraêl re got ev in.
Ji Horêvê, di riya Çiyayê Seîrê de çûyîna Qadêş-Barnêayê yanzdeh rojan dajo.
Di roja pêşî ya meha yanzdehan a sala çilî de, Mûsa hemû emrên ku Xudan lê kiribûn ji gelê Îsraêl re gotin.
Ev yek piştî ku wî Sîhonê Padîşahê Amoriyan ku li Heşbonê dima û Ogê Padîşahê Başanê ku li Eştarot û Edreiyê dima têk bir, pêk hat.
Li welatê Moava li rojhilatê Çemê Şerîayê, Mûsa ev şerîet eşkere kir û got:
“Xwedayê me Xudan li Horêvê ji me re got: ‘Li vî çiyayî hûn bi têra xwe man.
De rabin bi rê bikevin. Herin herêma çiyayî ya Amoriyan û gelên derdorê –Erava, herêma çiyayî, Şefêla, Negev û keviya Derya Spî– welatê Kenaniyan û Lubnanê û heta ber Çemê mezin ê Feratê.
Va ye min ev welat da ber we. Herin wî welatî ji xwe re bikin milk ku min ji bav û kalên we Îbrahîm, Îshaq û Aqûb re sond xwaribû ku ez bidim ziriyeta wan.’
“Wî çaxî min ji we re got: ‘Ez bi tenê nikarim barê we rakim.
Xwedayê we Xudan hûn zêde kirin. Îro hûn bi qasî stêrên ezmanan zêde bûne.
Bila Xwedayê bavkalên we Xudan hezar carên din we zêde bike û çawa ku ji we re gotibû, bila we pîroz bike!
Lê ezê çawa bi tenê ji bin barê giran ê dozên we rabim?
Ji bo xwe, ji her eşîrê kesên şehreza, fêmdar û giregiran hilbijêrin. Ezê wan bikim serekên we.’
“We ji min re got: ‘Gotina te baş e.’
Bi vî awayî min serekên eşîrên we yên şehreza û giregir kirin serekên we. Ji bo eşîrên we, min ew kirin serhezar, sersed, serpêncî, serdeh û serekên karmendan.
Min emir da dadgerên we û got: ‘Guh bidin meseleyên navbera birayên xwe. Di dozên wan de, çi Îsraêlî çi xerîb, bi edaletê dadgeriyê bikin.
Di dadbarkirinê de meyla kesî nekin. Li dozên biçûk û mezinan binêrin. Ji tu kesî netirsin, çimkî dadbarî ji Xwedê ye. Heke meseleyek ji bo we giran be, bînin ba min, ezê çareser bikim.’
Her tiştê divê wî çaxî hûn bikin, min ji we re gotibû.
“Piştre, çawa ku Xwedayê me Xudan li me emir kir, em ji Horêvê bi rê ketin. Gava hûn di riya herêma çiyayî ya Amoriyan de bûn, we di beriya mezin û bi xof re derbas kir ku we bi çavê xwe dît. Di dawiyê de hûn hatin Qadêş-Barnêayê.
Min ji we re wiha got: ‘Hûn gihîştin herêma çiyayî ya Amoriyan ku Xwedayê me Xudan dide me.
Va ye Xwedayê we Xudan welat da we. De rabin! Çawa ku Xwedayê bavkalên we Xudan ji we re gotiye, wî ji xwe re bikin milk. Netirsin û neşikên.’
“Wî çaxî hûn hemû hatin ba min û we ji min re got: ‘Em li pêş xwe zilaman bişînin ku lêkolîna welêt bikin. Bila me agahdar bikin ka emê di kîjan riyan de herin û emê berê xwe bidin kîjan bajaran.’
“Ev fikir di çavê min de baş bû. Ji her eşîrê, min ji nav we duwanzdeh zilam hilbijartin.
Ew rabûn çûn herêma çiyayî. Gava gihîştin Newala Eşkolê, wan lêkolîna welêt kir.
Wan ji fêkiyên welêt girtin û bi xwe re anîn. Wan got: ‘Welatê ku Xwedayê me Xudan dide me qenc e!’
“Lê we nexwest herin wir. Hûn li dijî fermana devê Xwedayê xwe Xudan derketin.
We di konên xwe de kir pitepit û got: ‘Xudan ji me nefret dike. Wî em ji welatê Misrê deranî ku bide destê Amoriyan û tune bike.
Em herin ku derê? Ji ber gotina birayên me, dilê me heliya. Wan got: Gelê wir ji me xurtir û bilindtir in. Bajarên wir mezin in û sûrên wan digihîjin ezmanan. Herwiha me Enaqî jî dîtine!’
“Lê min wê gavê ji we re gotibû: ‘Ji wan netirsin, şaş û metel nebin!
Xwedayê we Xudan ku li pêş we diçe wê ji bo we şer bike. Wê ji bo we bi awayê li ber çavê we, li Misrê,
bi awayê we li beriyê dît ku çawa Xwedayê we Xudan heta vî cihî, wekî bavek kurê xwe hildigire, hûn di tevahiya vê riyê de hilgirtin, wê dîsa bike.’
Dîsa jî we baweriya xwe bi Xwedayê xwe Xudan neanî.
Ew Xwedayê ku ji bo cih ji konê we re bibîne da pêşiya we û bi şev di nav êgir de, bi roj jî di nav ewran de rêberiya we kir.
“Gava Xudan dengê gazinên we bihîstin, hêrs bû. Wî sond xwar û got:
‘Wê tu kes, tu kesê ji vî nifşê xerab welatê qenc nebîne ku min sond xwaribû bidim bav û kalên we.
Wê tenê Kalêvê kurê Yefûnne bibîne. Ezê welatê ku wî lingê xwe avêtiye bidim wî û ziriyeta wî. Çimkî wî bi dil û can da pey riya Xudan.’
“Ji ber we, Xudan ji min jî hêrs bû û got: ‘Tê jî nekevî wir.
Lê wê Yêşûyê kurê Nûnê alîkarê te bikeve wir. Tu wî hêzdar bike. Wisa bike ku gelê Îsraêl welêt ji xwe re bike milk.
Zarokên we yên ku we digot wê talan bibin, biçûkên we yên ku îro êdî qencî û xerabiyê ji hev dernaxin, wê bikevin wir. Ezê welêt bidim wan ku ji xwe re bikin milk.
Lê hûn vegerin, di riya Derya Sor re herin beriyê.’
“We bersiva min da û got: ‘Me li dijî Xudan guneh kir. Çawa ku Xwedayê we Xudan emir kir, emê herin şer bikin.’ Paşê her yekî ji we çekên xwe girê da. Hûn fikirîn ku li herêma çiyayî şer hêsan e.
“Lê Xudan ji min re got: ‘Ji wan re bêje: Divê hûn neçin şer. Ji ber ku ezê di nav we de nebim, hûnê li ber dijminên xwe têk biçin.’
“Tevî ku min ji we re got jî, we guhdariya min nekir. Hûn li dijî fermana devê Xudan derketin. We quretî kir û hilkişiyan herêma çiyayî.
Amoriyên li herêma çiyayî diman li dijî we rabûn. Wan wekî mozan ji herêma Seîrê heta bajarê Hormayê da pey we û hûn têk birin.
Çaxê hûn vegeriyan û li ber Xudan giriyan, wî ne dengê we bihîst, ne jî guhdariya we kir.
Demeke dirêj hûn li Qadêşê man.”
“Çawa ku Xudan li me emir kiribû, em zivirîn di riya Derya Sor re çûn beriyê. Demeke dirêj em li dorhêla herêma çiyayî ya Seîrê geriyan.
“Xudan ji min re got:
‘Hûn bi têra xwe li herêma çiyayî geriyan. Berê xwe bidin aliyê bakur.’
Li gel emir bike û bêje: ‘Hûnê di sînorê Esawiyên birayên xwe re derbas bibin ku li Seîrê dijîn. Wê ji we bitirsin lê hay ji xwe hebin
û wan ji bo şer sor nekin. Çimkî ezê ji welatê wan, perçeyekî ax bi qasî şopa lingê we jî nedim we. Çimkî min herêma çiyayî ya Seîrê bi milkî da Esaw.
Hûnê xwarin û vexwarinê bi pere ji wan bikirin, bixwin û vexwin.’
“Bi rastî Xwedayê we Xudan di her keda destê we de hûn pîroz kirin. Ew dizane ku hûn di vê beriya mezin re diçin. Di wan çil salan de Xwedayê we Xudan bi we re bû û tu kêmahiya we tunebû.
“Bi vî awayî em di ber birayên me Esawiyan re derbas bûn ku li Seîrê diman. Em ji riyaji Eylat û Siyon-Geverê diçe Eravayê zivirîn û me berê xwe da riya Beriya Moavê.
“Xudan ji min re got: ‘Bi çavê dijminatî li Moaviyan nenêre û wan li şer sor neke. Ezê ji welatê wan bi milkî qet nedim te. Çimkî min bajarê Erê bi milkî da ziriyeta Lût.’”
–Berê li wê derê Êmî diman ku wekî Enaqiyan bejinbilind bûn. Ew miletekî zêde û mezin bûn.
Wekî Enaqiyan, Êmî jî, ji Refayiyan dihatin hesibandin. Lê Moaviyan navê Êmî li wan kiribû.
Herwiha berê li Seîrê Horî diman. Lê çawa ku Îsraêliyan li welatê ku Xudan bi milkî dabû wan kirin, Esawiyan jî Horî qewitandin, tune kirin û li cihê wan rûniştin.–
“Xudan got: ‘De rabin û Geliyê Zeredê derbas bikin.’ Loma me Geliyê Zeredê derbas kir.
Heta em ji Qadêş-Barnêayê bi rê ketin û di Geliyê Zeredê re derbas bûn, sî û heşt sal derbas bûn. Çawa ku Xudan sond xwaribû, hemû şervanên ji wî nifşê gelê Îsraêl miribûn.
Bi rastî destê Xudan li dijî wan bû û hemû şervanên gel mirin.
“Çaxê hemû şervanên gel mirin,
Xudan ji min re got:
‘Tê îro ji axa Moavê û ji bajarê Erê derbas bibî.
Gava tu nêzîkî Emmoniyan bibî, bi çavê dijminan li wan nenêre û wan li şer sor neke. Çimkî ezê ji welatê Emmoniyan bi milkî qet nedim te. Min ew welat bi milkî da ziriyeta Lût.’”
–Ew der wekî welatê Refayiyan jî tê zanîn. Berê Refayî li vir mabûn. Emmoniyan navê Zamzûmî li wan kiribû.
Wekî Enaqiyan, ew milet zêde, mezin û bejinbilind bû. Lê Xudan ew li ber Emmoniyan tune kirin, wan ew qewitandin û li cihê wan man.
Xudan, li Seîrê jî, ji bo Esawiyan wiha kiribû. Wî Horî li ber wan tune kirin, ew qewitandin û heta îro li cihê wan man.
Herwiha Kaftoriyên ku ji Kaftorê hatibûn, Ewayiyên ku li gundên heta Xezayê diman, tune kirin û li cihê wan man.–
“‘De rabin û ji Geliyê Arnonê derbas bibin. Va ye, min Sîhonê Amoriyê Padîşahê Heşbonê û welatê wî da destê we. Rabin welatê wî ji xwe re bikin milk. Êrîşî wî bikin.
Ji îro û pêve ezê tirs û sawa we bixim dilê hemû gelên li bin ezmanan. Gava nav û dengê we bibihîzin, wê ji tirsan bilerizin.’
“Piştre min ji Beriya Qedêmotê ji Sîhonê Padîşahê Heşbonê re bi daxwaza aştiyê qasid şandin. Wan got:
‘Destûr bide ez di welatê te re derbas bibim. Ezê rasterast, bêyî ku berê xwe bidim çep û rastê, bimeşim û herim.
Tê xwarin û vexwarinê bi pere bidî min. Tenê bihêle ez di welatê te re derbas bibim.
Esawiyên li Seîrê diman û Moaviyên li Erê diman destûr da min. Tu jî destûrê bide min heta ku ez Çemê Şerîayê derbas bibim û herim welatê ku Xwedayê me Xudan dide me.’
Lê Sîhonê Padîşahê Heşbonê nexwest em di welatê wî re derbas bibin. Çimkî Xwedayê we Xudan canê wî hişk kir û dilê wî şidand ku wekî îro wî bide destê we.
“Xudan ji min re got: ‘Va ye ez Sîhon û welatê wî datînim ber te. Rabe welêt bistîne û ji xwe re bike milk.’
Loma gava Sîhon li Yehasayê bi tevahiya gelê xwe re hat pêşberî me ku şerê me bike,
Xwedayê me Xudan ew danî ber me. Me ew, kurên wî û hemû gelê wî tune kirin.
Wê gavê me hemû bajarên wî standin û bi tevahî tune kirin; jin, mêr û zarok. Me tu kesî sax nehiştin.
Me tenê heywan û talanên bajarên desteserkirî ji xwe re anîn.
Ji Eroêra li keviya Geliyê Arnonê heta bajarê Gîlada ku di gelî de bû, tu bajarekî zor û zehmet nema ku me nestand. Xwedayê me Xudan hemû danîn ber me.
Lê çawa ku Xwedayê me Xudan emir kiribû, hûn nêzîkî welatê Emmoniyan, hemû herêma keviyên Çemê Yabboqê û bajarên li herêma çiyayî nebûn.
“Piştre em zivirîn û di riya Başanê re çûn. Ogê Padîşahê Başanê bi hemû artêşa xwe re li Edreiyê hat pêşiya me ku şerê me bike.
Xudan ji min re got: ‘Jê netirse, çimkî min ew, tevahiya artêşa wî û welatê wî da destê te. Tişta ku te anî serê Sîhonê Padîşahê Amoriyan ê li Heşbonê dima, tê bînî serê wî jî.’
“Bi vî awayî Xwedayê me Xudan, Ogê Padîşahê Başanê û tevahiya artêşa wî da destê me. Me li wan xist û me tu kesî ji wan sax nehişt.
Me hemû bajarên wî standin. Bajarek nema ku me ji wan nestand. Bi tevahî şêst bajar bûn. Bi vî awayî me hemû herêma Argova li Başanê stand ku padîşahê wê derê Og bû.
Tevahiya bajaran bi sûrên bilind, bi dergeh û zirzeyan hatibûn xurtkirin. Ji xeynî wan, gelek gund hebûn ku sûrên wan tunebûn.
Çawa ku me li Sîhonê Padîşahê Heşbonê kir, me ew bi tevahî tune kirin. Me hemû bajar, tevî jin, mêr û zarokan bi tevahî tune kirin.
Me heywan û talanên bajaran jî desteser kirin.
“Me ji Geliyê Arnonê heta Çiyayê Hermonê, axa dikeve rojhilatê Çemê Şerîayê ji destê du padîşahên Amorî derxistin.
–Saydayî ji Hermonê re Sîryon, Amorî jî Senîr digotin.–
Me hemû bajarên li deştê, tevahiya Gîladê, tevahiya Başanê heta bajarên Salka û Edreiyê ku di bin destê Ogê Padîşahê Başanê de bûn, desteser kirin.
–Ji Refayiyan tenê Ogê Padîşahê Başanê sax mabû. Textê razana Og, hesin bû û li bajarê Rabbaya Emmoniyan dima. Li gorî pîvana wê demê dirêjahiya wê neh gaz, firehiya wê çar gaz bû.–
“Ji welatê ku me wê demê wekî milk mîras stand, min bakurê bajarê Eroêra ku nêzîkî Geliyê Arnonê bû, nîvê herêma çiyayî ya Gîladê û bajarên wê derê dan eşîrên Gad û Rûbên.
Min nîvê Gîladê yê mayî û hemû Başana padîşahiya Ogê da nîveşîra Minaşşe. –Herêma Argova li Başanê wekî welatê Refayiyan jî tê zanîn.
Yayîrê Minaşşeyî, hemû herêma Argovê stand ku digihîşt sînorê Geşûrî û Maexayiyan. Wî navê xwe li herêma Başanê danî. Ew der îro jî wekî Hawot-Yayîr tê zanîn.–
Min Gîlad da Maxîr.
Axa di navbera Gîlad û Geliyê Arnonê de min da eşîrên Gad û Rûbên. Nîvê gelî sînorê wan e û sînorê Emmoniyan jî Çemê Yabboqê ye.
Li Eravayê jî sînor Çemê Şerîayê bû. Ev der ji Gola Kînneretê heta Gola Eravayê –Gola Xwê – ji aliyê rojhilat heta palên Çiyayê Pîsgayê hildikişiya.
“Wê gavê min li we emir kir û got: ‘Xwedayê we Xudan ev welat da we ku hûn ji xwe re bikin milk. Lê bila hemû şervanên we bi çekên xwe bidin pêşiya birayên me yên Îsraêlî.
Bila tenê jin, zarok û heywanên we –ez dizanim gelek heywanên we hene– li bajarên ku min dane we bimînin.
Xudan hûn deranîne rihetiyê. Gava birayên we jî derîne rihetiyê û ew jî welatê li aliyê din ê Çemê Şerîayê bistînin ku Xwedayê we Xudan dide wan, her yekî ji we dikare vegere ser mîrasa ku min daye we.’
“Wê gavê min li Yêşû emir kir û got: ‘Te bi çavê xwe her tiştê ku Xwedayê we Xudan anî serê van herdu padîşahan dît. Wê ji her padîşahiya ku tu tê re derbas bibî re jî wisa bike.
Ji wan netirsin. Çimkî wê Xwedayê we Xudan ji bo we şer bike.’
“Piştre min ji Xudan lava kir û got:
‘Ya Reb Xudan, te tenê destpê kir, mezinahiya xwe û destê xwe yê hêzdar nîşanî min da. Li erd û ezmanan, Xwedayekî wekî te heye ku karên te yên mezin bike?
Destûr bide ku ez derbas bibim û welatê qenc ê li aliyê din ê Çemê Şerîayê, herêma çiyayî ya xweş û Lubnanê bibînim.’
“Lê ji ber we Xudan li min hêrs bû û guh neda min. Wî ji min re got: ‘Êdî bes e, careke din ji min re behsa vê yekê neke.
Hilkişe ser Çiyayê Pîsgayê û bi çavê xwe li rojava, bakur, başûr û rojhilat binêre. Bi çavê xwe bibîne, çimkî tê di Çemê Şerîayê re derbas nebî.
Li Yêşû emir bike. Wî hêzdar û wêrek bike. Çimkî wê li pêş vî gelî tê re derbas bibe. Ewê jî bike ku ev gel welatê tê bibînî, ji xwe re bike milk.’
Bi vî awayî em li newala li pêşberî Bêtpeorê man.
“Gelê Îsraêl! Niha qanûn û rêbazên ez hînî we dikim bibihîzin ku hûn bijîn, bikevin welêt û wî ji xwe re bikin milk ku Xwedayê bavkalên me Xudan dide we.
Wan emrên ku ez didim we, ne tiştekî jê kêm bikin, ne jî tiştekî zêde bikin. Divê hûn emrên Xwedayê xwe Xudan pêk bînin ku ez li we emir dikim.
“We bi çavê xwe dît ku Xudan li Baal-Peorê çi kir. Xwedayê we Xudan her kesê li pey Baalê li wir ji nav we tune kir.
Lê hûn hemû kesên bi Xudan ve girêdayî ne, îro jî sax in.
“Va ye, çawa ku Xwedayê min Xudan li min emir kir, niha ez qanûn û rêbazan hînî we dikim ku li wî welatê hûn bikevinê û ji xwe re bikin milk, pêk bînin.
Hay jê hebin ku wan pêk bînin. Çimkî wê ev yek, li ber çavê gelan fêmdarî û şehrezayiya we nîşan bide. Wê tevahiya van qanûnan bibihîzin û bibêjin: ‘Bi rastî jî ev milet, mezin, fêmdar û şehreza ye.’
Gelo îlahê kîjan miletê mezin heye ku wekî Xwedayê me Xudan gava em gazî dikin, nêzîkî me dibe?
Qanûn û rêbazên kîjan miletê mezin hene ku wekî vê şerîeta ez îro datînim ber we?
“Lê hay ji xwe, hay ji canê xwe baş hebin ku tiştên we bi çavê xwe dîtin ji bîr nekin û di hemû rojên jiyana xwe de ji dilê xwe dernexin. Van bi zarok û neviyên xwe bidin zanîn.
Wê roja ku hûn li Horêvê li pêş Xwedayê xwe Xudan sekinîn, bi bîr bînin. Wî çaxî Xudan ji min re got: ‘Ji bo ku peyvên min guhdarî bikin gel bicivîne û bila di tevahiya jiyana xwe de ji min bitirsin û vê hînî zarokên xwe jî bikin.’
“Hûn nêzîk bûn û li qûntara çiyê sekinîn. Çiya bi pêtên êgir ên ku digihîjin ezmanan, dişewitî û di nav ewrên tarî û taristanê de mabû.
Xudan ji nav êgir bi we re peyivî. We deng bihîst lê we sûret nedît. Tenê deng hebû.
Wî peymana xwe ragihand we. Erê wî emir li we kir ku hûn Deh Emran pêk bînin û ew li ser du lewheyên kevirîn nivîsandin.
Wê gavê Xudan hînkirina qanûn û rêbazan li min emir kir ku hûnê li welatê ji xwe re bikin milk, pêk bînin.
“Ji ber ku gava Xudan li Horêvê ji nav êgir bi we re peyivî, we sûretek nedît, baş hay ji canê xwe man
ku dilê we xera nebe û hûn ji bo xwe pûtekî di tu sûretî de çênekin. Hûn pûtekî di sûretê mêr an jinan de,
di sûretê heywanekî erdê yan sûretê çivîkekê ezmanan de,
di sûretê afirîdekî dişêle yan sûretê masiyekî di ava bin erdê de çênekin.
Gava hûn bala xwe bidin ezmanan û roj, heyv, stêr û hemû nexşên li ezmanan bibînin, ji rê dernekevin! Li ber wan xwe netewînin û ji wan re xulamiyê nekin. Jixwe van tiştan Xwedayê we Xudan wekî par da hemû gelên bin ezmanan.
Lê Xudan hûn ji êtûna helandina hesin, ji Misrê deranî ku wekî îro hûn bibin gelê mîrasa wî.
“Xudan ji ber we li min hêrs bû û sond xwar ku ez ji Çemê Şerîayê derbas nebim û nekevim nav welatê qenc ê ku Xwedayê we Xudan bi milkî dide we.
Ezê li vî welatî bimirim. Ezê Çemê Şerîayê derbas nekim, lê hûnê derbas bibin û wî welatê qenc ji xwe re bikin milk.
Hay ji xwe hebin ku hûn peymana ku Xwedayê we Xudan bi we re çêkir ji bîr nekin û wekî ku Xwedayê we Xudan qedexe kiriye, pûtekî di sûretê tiştekî de ji xwe re çênekin.
Çimkî Xwedayê we Xudan agirekî wisa ye ku dixwe û tune dike. Ew, Xwedayê xîretkêş e.
“Gava kur û neviyên we çêbûn û hûn demeke dirêj li welêt bûn, heke dilê we xera bibe û hûn pûtekî di sûretê tiştekî de ji xwe re çêkin –tiştên di çavê Xwedayê xwe Xudan de xerab in bikin û wî hêrs bikin–
îro li dijî we erd û ezman şahid in ku li wî welatê hûn ji xwe re bikin milk, gava hûn Çemê Şerîayê derbas bikin, hûnê esse di demeke kin de tune bibin. Li wir wê emrê we dirêj nebe, hûnê esse helak bibin.
Wê Xudan we di nav gelên din de belav bike. Di nav wan miletên ku Xudan we dişîne de, wê hejmara we kêm bibe.
Hûnê li wir xulamiya îlahan bikin ku bi destê mirovan hatine çêkirin. Ew ji dar û keviran in, ew nabînin, nabihîzin, naxwin û bêhn nakin.
Lê li wir, hûnê li Xwedayê xwe Xudan bigerin. Heke hûn bi hemû dilê xwe û bi hemû canê xwe lê bigerin, hûnê wî bibînin.
Di rojên pêş de, dema hûnê bikevin tengasiyê û wê tevahiya van tiştan bên serê we, hûnê li Xwedayê xwe Xudan vegerin û guh bidin dengê wî.
Çimkî Xwedayê we Xudan, Xwedayê dilrehm e. Ew we bernade û helak nake. Wê peymana ku bi sond ji bav û kalên we re kiriye ji bîr neke.
“Li rojên borî yên beriya hatina xwe ya dinyayê bipirsin, ji dema Xwedê mirov li dinyayê afirandine û heta niha bipirsin. Ji serî heta binê ezmanan bipirsin ka tiştekî evqas mezin çêbûye yan jî tiştekî wekî vê yekê hatiye bihîstin?
Ma tu miletekî wekî we heye ku dengê Xwedê ji nav êgir bihîstiye û dijî?
Ma tu îlahekî wekî ku Xwedayê we Xudan li ber çavê we li Misrê kir, bi ceribandinan, bi nîşanan, bi kerametan, bi şer, bi destê hêzdar û zendê dirêjkirî, bi kirinên mezin û tirsdar, çû û ji nav miletekî, ji bo xwe miletekî din deranî?
“Ev tiştên hanê bi we hatin nîşandan ku hûn bizanibin Xudan, Xwedê ye û ji xeynî wî yekî din tuneye.
Wî ji ezmanan dengê xwe bi we da bihîstin ku we terbiye bike. Wî li rûyê erdê agirê xwe yê mezin nîşanî we da û we ji nav êgir peyvên wî bihîstin.
Ji ber ku wî ji bav û kalên we hez kir, ziriyeta wan hilbijart. Wî bi xwe, bi hêza xwe ya mezin hûn ji Misrê deranî.
Wî miletên ji we mezintir û hêzdartir ji ber we qewitandin ku we bixe welatê wan û wekî îro, wî welatî bi milkî bide we.
“Loma îro bizanibin û bixin dilê xwe ku Xudan, Xwedayê li jor, li ezmanan û li jêr, li erdê ye û ji xeynî wî yekî din tuneye.
Van qanûn û emrên ez îro ji we re dibêjim pêk bînin ku ji we û ziriyetên we re baş be û emrê we yê li ser vê axa ku Xwedayê we Xudan ji bo herdemî dide we, dirêj be.”
Piştî vê yekê Mûsa li rojhilatê Çemê Şerîayê sê bajar veqetandin
ku kesekî bêyî hemdê xwe bûbe sedema mirina cîranê xwe, bireve wan bajaran. Kesê ku kîndariya wî ji berê ve ji cîranê wî re tuneye û bûbe sedema mirinê, dibe ku bireve bajarekî ji wan û bijî.
Ew bajar ev in: Besera ku li beriyê, li deşta welatê Rûbêniyan, Ramota li Gîladê ya Gadiyan û Golana li Başanê ya Minaşşeyiyan.
Şerîeta ku Mûsa danî ber Îsraêliyan ev e.
Şîret, qanûn û rêbazên ku Mûsa gava ew ji Misrê derketin ji gelê Îsraêl re got ev in.
Ew li aliyê rojhilatê Çemê Şerîayê, li pêşberî Bêtpeorê, li deştê bûn. Ew der di welatê Sîhonê Padîşahê Amoriyan de bû ku Mûsa û Îsraêlî têk biribûn.
Wan welatê du padîşahên Amorî yên li rojhilatê Çemê Şerîayê, welatê Sîhon û welatê Ogê Padîşahê Başanê ji xwe re kirin milk.
Ev welat, ji Eroêra li kêleka Geliyê Arnonê heta Çiyayê Siyonê ku navê din Çiyayê Hermonê ye
û tevahiya Eravaya li rojhilatê Çemê Şerîayê, heta Gola Eravaya di palên Çiyayê Pîsgayê de ye.
Mûsa gazî tevahiya gelê Îsraêl kir û ji wan re got: “Ya gelê Îsraêl! Guh bidin qanûn û rêbazên ku îro ji we re dibêjim. Hûnê hînê wan bikin. Hay ji van tiştan hebin û pêk bînin.
Xwedayê me Xudan li Çiyayê Horêvê bi me re peymanekê çêkir.
Xudan ev peyman ne bi bav û kalên me re, lê bi me hemûyan re çêkir ku îro li vir sax in.
Xudan li çiyê ji nav êgir rû bi rû bi we re peyivî.
Wê gavê ez di navbera we û Xudan de disekinîm ku gotina Xudan ji we re bêjim. Çimkî hûn ji êgir ditirsiyan û hilnedikişiyan çiyê. Xudan wiha got:
“‘Ez Xwedayê te Xudan im ku tu ji welatê Misrê, ji warê koletiyê deranî.
“‘Wê ji min pêve tu îlahên te tunebin.
“‘Tê ji xwe re pûtê tu tiştan çênekî ku dişibe tiştekî li ezmanan, li ser erdê yan jî di avên di bin erdê de ye.
Tê li ber wan neçî ser çokan û xulamiya wan nekî. Çimkî ez, Xwedayê te Xudan, Xwedayekî xîretkêş im. Ez hesabê sûcên kesên ji min nefret dikin, ji zarokên wan, ji neviyên wan, ji nifşê sisêyan û çaran jî dipirsim.
Lê kesên ji min hez dikin û emrên min pêk tînin, ez bi hezar nifşan ji bo wan dilsoz im.
“‘Tê navê Xwedayê xwe Xudan vala neyînî ser zimanê xwe. Çimkî Xudan kesên navê wî vala tînin ser zimanê xwe bêceza nahêle.
“‘Tê Roja Septê pêk bînî û pîroz bihesibînî çawa ku Xwedayê te Xudan li te emir kiriye.
Tê şeş rojan bixebitî û hemû karên xwe bikî,
lê roja heftan, ji bo Xwedayê te Xudan Sept e. Wê rojê tu, kurê te, keça te, xulamê te, xadima te, gayê te, kerê te, hemû heywanên te yên din û xerîbên di nav te de, hûnê tu karî nekin ku wekî te, xulam û xadimên te jî bêhna xwe vedin.
Tê bi bîr bînî ku tu li welatê Misrê kole bûyî û Xwedayê te Xudan, tu ji wê derê bi destê xwe yê hêzdar û zendê xwe yê dirêjkirî deranî. Xwedayê te Xudan ji ber vê yekê pîrozkirina Roja Septê li te emir kir.
“‘Çawa ku Xwedayê te Xudan li te emir kiriye, qedrê dê û bavê xwe bigire ku emrê te dirêj be û li welatê ku Xwedayê te Xudan dide te, qencî bi te bê kirin.
“‘Tê kuştinê nekî.
“‘Tê zinayê nekî.
“‘Tê nedizî.
“‘Tê li dijî cîranê xwe şahidiya derewîn nekî.
“‘Tê çav bernedî jina cîranê xwe. Tê nexwazî mal, zevî, xulam, xadim, ga, ker an jî tu tiştekî cîranê xwe.’
“Xudan ev gotin li çiyê, ji nav êgir, ji nav ewr û tariya kûr, ji tevahiya civaka we re bi dengekî bilind gotin. Wî tiştekî din lê zêde nekir. Wî ev gotin li ser du lewheyên kevirîn nivîsîn û dan min.
“Gava çiya dişewitî û we ji nav tariyê deng bihîst, hemû rîspî û serekên eşîrên we nêzîkî min bûn.
We got: ‘Xwedayê me Xudan rûmet û mezinahiya xwe nîşan da. Me ji nav êgir dengê wî bihîst. Me îro dît dibe ku Xwedê bi mirov re peyivî û ew mirov nemir.
Lê ji bo çi emê niha bimirin? Wê ev agirê mezin me daqurtîne. Heke em careke din dengê Xwedayê xwe Xudan bibihîzin, emê bimirin.
Ma ji hemû beşerê, kî wekî me dengê Xwedayê Jîndar ji nav êgir bihîst û sax ma?
Tu nêzîk bibe û hemû tiştên ku Xwedayê me Xudan bêje, guhdarî bike. Paşê her tiştê ku Xwedayê me Xudan wê ji te re bêje, ji me re bêje û emê guh bidin û pêk bînin.’
“Gava hûn bi min re peyivîn, Xudan dengê gotinên we bihîst û ji min re got: ‘Min dengê gotinên vî gelî ji te re gotiye, bihîst. Her tiştê hat gotin rast e.
Xwezî dilekî wisa bi wan re hebûya ku ji min bitirsiyana û hergav hemû emrên min pêk bianiyana! Xwezî qencî her û her bi wan û zarokên wan bihata kirin!
“‘Here ji wan re bêje: Bizivirin konên xwe.
Lê tu li vir li ba min bisekine. Ezê hemû emir, qanûn û rêbazên ku tê hînî wan bikî, ji te re bibêjim ku li wî welatê ezê bi milkî bidim wan, pêk bînin.’
Hay jê hebin! Çawa ku Xwedayê we Xudan li we emir kir, wan jî wiha pêk bînin. Ji wan bi milê çep û rastê ve averê nebin.
Di hemû riya ku Xwedayê we Xudan li we emir kir de bimeşin ku hûn sax bimînin, qencî bi we bê kirin û li wî welatê ku hûnê ji xwe re bikin milk, emrê we dirêj be.
“Emir, qanûn û rêbazên ku Xwedayê we Xudan ji bo hînkirina we li min emir kir ku li welatê hûnê ji xwe re bikin milk pêk bînin, ev in.
Di tevahiya rojên xwe de hûn, zarok û neviyên we, wê ji Xwedayê xwe Xudan bitirsin û hemû emir û qanûnên wî yên ku min ji we re got pêk bînin ku emrê we dirêj be.
Ya gelê Îsraêl, bibihîze! Hay ji xwe hebin ku hûn wan pêk bînin ku qencî bi we bê kirin û çawa ku Xwedayê bavkalên we Xudan soz daye, hûn li welatê şîr û hingiv jê diherike zêde bibin.
“Bibihîze, ya Îsraêl! Xwedayê me Xudan yek Xudan e.
Hûnê ji Xwedayê xwe Xudan bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi hemû hêza xwe hez bikin.
Ev gotinên ku îro ez li we emir dikim di dilê xwe de hilînin.
Hûnê wan ji dilê zarokên xwe re dubare bikin, çaxê hûn li mala xwe rûdinin, dimeşin, radizin û radibin, divê hûn li ser wan bipeyivin.
Wekî nîşanekê wan bi destê xwe ve girê bidin, wekî berenîkekê li ser eniya xwe bixin.
Wan li ser kêlekên deriyên malên xwe û dergehên bajarên xwe binivîsin.
“Gava Xwedayê we Xudan hûn anîn welatê ji bav û kalên we Îbrahîm, Îshaq û Aqûb re soz dabû –ew welatê bi bajarên baş û mezin ên ku we ava nekirine,
bi xaniyên her cure tişt ku we tije nekirine, bi bîrên kolayî yên ku we nekolane, rez û zeytûnên ku we dananîne– gava hûn li vir bixwin û têr bibin,
hay ji xwe hebin ku hûn Xudan ji bîr nekin ku wî hûn ji welatê Misrê, ji warê koletiyê deranî.
“Hûnê ji Xwedayê xwe Xudan bitirsin, tenê xulamiya wî bikin û tenê bi navê wî sond bixwin.
Hûnê li pey tu îlahên miletên derdora xwe nekevin.
Çimkî Xwedayê we Xudanê ku di nav we de ye, Xwedayekî xîretkêş e. Bila hêrsa Xwedayê we Xudan li we ranebe û we ji ser rûyê erdê tune neke.
Çawa ku we li Massayê kir, hûnê Xwedayê xwe Xudan neceribînin.
Hay ji xwe hebin ku hûn emir, şîret û qanûnên Xwedayê xwe Xudan pêk bînin ku wî li we emir kirine.
Ya ku di çavê Xudan de rast û qenc e bikin ku qencî bi we bê kirin û hûnê herin wî welatê qenc ê ku Xudan ji bav û kalên we re sond xwaribû, wî bikin milk
û çawa ku Xudan gotibû, hemû dijminên we li ber we biqewitîne.
“Sibê, gava zarokên we ji we bipirsin û bibêjin: ‘Wateya şîret, qanûn û rêbazên ku Xwedayê me Xudan li we emir kiriye çi ye?’
Hûnê ji wan re bêjin: ‘Em li Misrê koleyên Firewn bûn, lê Xudan em bi destê xwe yê hêzdar ji Misrê deranîn.
Xudan li ber çavê me li dijî Misrê, Firewn û hemû mala wî nîşan û kerametên mezin û tirsdar kirin.
Wî em ji wir deranîn ku me bîne û bibe welatê ji bav û kalên me re sond xwaribû.
Wî ev qanûn li me emir kirin û xwest ku em ji Xwedayê xwe Xudan bitirsin ku qencî her û her bi me bê kirin û wekî îro em sax bimînin.
Heke em hay jê hebin û çawa ku li me emir kiriye, em li ber Xwedayê me Xudan van emran pêk bînin, wî çaxî wê ji me re rastî bê hesibandin.’
“Gava Xwedayê we Xudan we bibe wî welatê ku hûnê bikine milk û li pêş we gelek miletan biqewitîne –heft miletên ji we mezintir û hêzdartir in; Hîtîtî, Gîrgaşî, Amorî, Kenanî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyan–
gava Xwedayê we Xudan ew dan destê we û we li wan xist, hûnê wan bi tevahî tune bikin. Hûnê bi wan re peymanekê çênekin û li ber wan nekevin.
Hûnê bi wan re merivatiyê jî nekin. Keçên xwe nedin kurên wan û keçên wan ji kurên xwe re neyînin.
Çimkî wê ev yek kurên we ji pey min bide zivirandin, wê xulamiya îlahên din bikin, wê hêrsa Xudan li dijî we rake û bi zû we tune bike.
Lê ya ku hûnê ji wan re bikin ev e: Hûnê gorîgehên wan hilweşînin, kevirbelan perçe bikin, pûtên wan ên Aşêrayê bidin ber biviran û pûtên wan bişewitînin.
Hûn miletekî ji Xwedayê xwe Xudan re pîroz in. Xwedayê we Xudan ji bo ku hûn bibin gelê wî bi xwe, hûn ji nav hemû gelên li ser rûyê erdê hilbijartin.
“Sedema Xudan ji we hez kir û hûn hilbijartin, ne ji ber ji gelên din zêdetirbûna we bû. Çimkî hûn ji hemû gelan kêmtir bûn.
Lê Xudan bi rastî hez kir û bi sonda ku ji bav û kalên we re xwaribû ve girêdayî ma. Ji ber vê yekê wî bi destê xwe yê hêzdar hûn ji warê koletiyê, ji destê Firewnê Padîşahê Misrê deranîn.
Bizanibin ku Xwedayê we Xudan, Xwedê ye. Ew Xwedayê dilsoz e û ji bo kesên ku jê hez dikin û emrên wî pêk tînin, heta hezar nifşî bi peymana xwe ve girêdayî dimîne
û kesên jê nefret dikin bergîdana wan dide û tune dike. Ew di tunekirina kesên jê nefret dikin de dereng namîne.
Loma hay ji xwe hebin ku hûn emir, qanûn û rêbazên ku ez îro li we emir dikim pêk bînin.
“Heke hûn guh bidin van rê û rêbazan, heke hay ji xwe hebin ku wan bikin, wê Xwedayê we Xudan ji we re dilsoz be ku peymana ji bav û kalên we re sond xwaribû pêk bîne.
Wê ji we hez bike, we pîroz û bereket bike û we zêde bike. Wê li welatê ku ji bo dayîna we ji bav û kalên we re sond xwaribû, berê zikê we û berê axa we; dexil, şeraba nû, zeyt, golikên dewaran û karik û berxikên pezê we pîroz û bereket bike.
Hûnê ji hemû gelên din bêtir bên pîrozkirin. Di nav we de, çi mêr çi jin wê kesê bêber an kordunde nebe. Wê heywanên we jî stewr nebin.
Wê Xudan her cure nexweşiyê ji we dûr bixe. Ew nexweşiyên ku hûn ji Misrê dizanin, wê yek ji wan jî bi ser we de neyîne. Wê tevahiya van nexweşiyan bide kesên ku ji we nefret dikin.
Hûnê hemû gelên ku wê Xwedayê we Xudan bide destê we tune bikin. Li ber wan nekevin û xulamiya îlahên wan nekin. Çimkî wê ev ji bo we bibe dafik.
“Heke hûn di dilê xwe de bibêjin: ‘Ev miletên ji min zêdetir in, ezê çawa milkê wan bistînim?’
Lê hûnê ji wan netirsin. Ya ku Xwedayê we Xudan bi Firewn û tevahiya Misrê kir bînin bîra xwe.
Xwedayê we Xudan hûn bi ceribandinên mezin ên ku we bi çavê xwe dîtin, bi nîşan û kerametan, bi destê wî yê hêzdar û zendê wî yê dirêjkirî ji Misrê deranîn. Wê Xwedayê we Xudan vê bîne serê hemû miletên ku hûn niha jê ditirsin.
Herwiha, heta ku her kesê xwe ji we veşartiye û li paş maye tune be, wê Xwedayê we Xudan dehşetê bişîne ser wan.
Hûnê ji wan netirsin. Çimkî Xwedayê we Xudan ku di nav we de ye, Xwedayê mezin û biheybet e.
Wê Xwedayê we Xudan hindik hindik wan miletan ji pêş we biqewitîne. Hûnê nikaribin wan zû biqedînin, yan na wê heywanên çolê li dora we zêde bibin.
Wê Xwedayê we Xudan wan bide ber we. Wê heta ku tune bin, bi saweke tirsdar şaş bikin.
Wê padîşahên wan bide destê we û hûnê navê wan li bin ezmanan tune bikin. Heta ku hûn wan tune bikin, wê tu kes li ber we nesekine.
Hûnê pûtên îlahên wan bişewitînin. Hûnê çav bernedin zêr û zîvên ser wan û ji bo xwe hilnedin. An na hûnê bikevin dafikê. Çimkî ev ji Xwedayê we Xudan re kirêt in.
Wan tiştên kirêt nebin malên xwe, yan na hûnê jî wekî wan bi tevahî tune bibin. Ji wan nefretê bikin û kirêt bihesibînin, çimkî ew tişt heram in.
“Hay jê hebin ku hemû emrên îro ez li we dikim pêk bînin. Bi vî awayî hûnê bijîn û zêde bin. Hûnê herin wî welatî ku Xudan sond xwaribû û dabû bav û kalên we û wî ji xwe re bikin milk.
Wê rêwîtiya dirêj a ku Xwedayê we Xudan çil salan hûn li beriyê gerandî bînin bîra xwe. Wî hûn xistin tengasiyê û ceribandin ku ya di dilê we de heye û ka hûn emrên wî pêk tînin an na, xuya bibe.
Wî hûn xistin tengasiyê, birçî hiştin û paşê man ya ku ne we û ne jî bav û kalên we pê zanibû bi we da xwarin ku hûn bizanibin mirov tenê bi nên najî, lê bi her gotina ji devê Xudan derdikeve dijî.
Di van çil salan de ne kincên we kevin bûn û ne jî lingên we werimîn.
Ji dil bizanibin ku Xwedayê we Xudan wekî bavekî ku kurê xwe terbiye dike, hûn terbiye kirin.
“Loma di riyên Xwedayê xwe Xudan de bimeşin û jê bitirsin ku hûn emrên wî pêk bînin.
Çimkî Xwedayê we Xudan we dibe welatekî qenc, welatekî ku geliyên avî, kanî, avên kûr ên wî hene ku diherikin gir û deştan,
welatekî ku genim, ceh, mêw, darhejîr, hinar, darzeytûn û hingivê wî hene,
welatekî ku hûn bi zêdehî nên lê bixwin û hewceyî tu tiştî nebin, welatekî ku kevirên wî hesin in û hûn dikarin ji çiyayên wî sifir derxin.
“Hûnê bixwin, têr bibin û ji bo welatê qenc ê ku daye we, ji Xwedayê xwe Xudan re pesindanê bikin.
Hay jê hebin ku hûn Xwedayê xwe Xudan ji bîr nekin û van emir, rêbaz û qanûnên ku ez îro li we dikim pêk bînin.
Gava hûn bixwin, têr bin, xaniyên xweş ava bikin û bikevinê,
gava dewar û pezên we, zêr û zîvê we û her tiştê we zêde bin,
wê gavê qure nebin. Xwedayê xwe Xudan ê ku hûn ji welatê Misrê, ji warê koletiyê deranîn ji bîr nekin.
Xudan hûn li wê beriya mezin û bi xof, li axa tî û bêav meşandin ku bi marên bijehr û dûpişkan tije ye. Wî ji zinarên qewîn ji we re av derxist.
Xwedayê xwe Xudan ji bîr nekin ku li beriyê Mana bav û kalên we nizanibûn bi we da xwarin. Wî hûn xistin tengasiyê û hûn ceribandin ku di dawiyê de ji bo we qenc bibe.
Di dilê xwe de nebêjin: ‘Hêz û qeweta destê min ev mal û milk da hev.’
Xwedayê xwe Xudan bi bîr bînin ku ji bo civandina wî mal û milkî hêz daye we. Wî li gorî wê peymanê kir ku ji bav û kalên we re sond xwaribû û îro jî girêdayî dimîne.
“Heke hûn Xwedayê xwe Xudan ji bîr bikin, bidin pey îlahên din, xulamiya wan bikin û biperizin wan, ez îro bi eşkereyî ji we re dibêjim: Hûnê esse tune bibin.
Çawa ku Xudan li ber çavên we miletan tune dike, hûnê jî wisa tune bibin. Çimkî we guh neda dengê Xwedayê xwe Xudan.
“Ya gelê Îsraêl, bibihîze! Hûnê îro ji Çemê Şerîayê derbas bibin, herin, miletên ji te mezintir û hêzdartir biqewitînin. Hûnê bajarên wan ên mezin û sûrên wan ên digihîjin ezmanan ji xwe re bikin milk.
Ev gelên hêzdar û bejinbilind in. Ew ji Enaqiyan in ku hûn dizanin. We bihîst ku ji bo wan dibêjin: ‘Kî dikare li dijî Enaqiyan bisekine?!’
Îro bizanibin, yê ku li pêşiya we wekî agirekî ku dixwe û tune dike, Xwedayê we Xudan e. Wê wan tune bike û li ber we nizim bike. Çawa ku Xudan ji we re got, hûnê zû wan biqewitînin û tune bikin.
“Çaxê Xwedayê we Xudan li ber we miletan biqewitîne, di dilê xwe de nebêjin: ‘Ji ber rastiya me, Xudan em anîn vir ku em ji xwe re bikin milk.’ Çimkî Xudan ji ber xerabiya van miletan li ber we wan diqewitîne.
Hûn ji ber rastî yan dirustiya dilê xwe naçin welatê wan ku ji xwe re bikin milk. Ji ber xerabiya wan, Xwedayê we Xudan wan li ber we diqewitîne û bi vî awayî ew gotina ku bi sondxwarin dabû bavkalên we, Îbrahîm, Îshaq û Aqûb pêk bîne.
Baş bizanibin ku Xwedayê we Xudan ji ber rastiya we vî welatê qenc nade we ku hûn ji xwe re bikin milk. Çimkî hûn miletekî serhişk in.
“Ji bîr nekin û bi bîr bînin ka we çawa li beriyê Xwedayê xwe Xudan hêrs kir. Ji roja ku hûn ji welatê Misrê derketin û heta hatin vir hûn li dijî Xwedê serî radikin.
We li Çiyayê Horêvê jî Xudan hêrs kir. Ew bi qasî ku we tune bike hêrs bû.
Dema ez lewheyên kevirîn bînim ez hilkişiyam çiyê –lewheyên kevirîn ên ku peymana Xudan a ku bi we re çêkiribû– ez çil şev û çil rojan li çiyê mam. Min ne nan xwar, ne jî av vexwar.
Xudan du lewheyên kevirîn ên ku bi tiliya Xwedê hatine nivîsandin dan min. Li ser wan, hemû gotinên Xudan ên ku roja civînê li çiyê, ji nav êgir ji we re gotibû nivîsandî bûn.
Piştî çil şev û çil rojan Xudan du lewheyên kevirîn, lewheyên peymanê dan min.
“Xudan ji min re got: ‘Rabe, zû ji vir dakeve! Çimkî gelê te yê ku te ji Misrê deranî xera bû. Ew zû ji riya min li wan emir kiribû averê bû. Wan ji xwe re pûtekî rijandî çêkir.’
Herwiha Xudan ji min re got: ‘Min ev gel dît, va ye ev gelekî serhişk e.
Bihêle ez wan tune bikim û navê wan ji bin ezmanan rakim. Ezê te bikim gelekî ji wan mezintir û hêzdartir.’
“Ez zivirîm, ji çiyê berjêr bûm. Çiya bi êgir dişewitî. Du lewheyên peymanê di herdu destên min de bûn.
Min dît ku we li dijî Xwedayê xwe Xudan guneh kiriye. We ji xwe re golikekî rijandî çêkiribû û we zû ji riya ku Xudan li we emir kiribû, xwe da alî.
Loma min herdu lewhe hildan û ew avêtin. Ew li ber çavên we şikestin.
Ji ber ku we li ber çavê Xudan ev guneh kirin û ew hêrs kir, min careke din çil şev û çil rojan xwe li ber Xudan avêt erdê, min ne nan xwar, ne jî av vexwar.
Ez tirsiyam ku hêrs û xezeba Xudan a li dijî we ewqasî bû ku ew we tune bike. Lê Xudan wê gavê jî lavakirina min bihîst.
Xudan bi qasî Harûn tune bike jê hêrs bûbû. Lê wê gavê min ji bo Harûn jî lava kir.
Min gunehê we, ew golikê ku we çêkiribû hilda, şewitand û perçe kir. Min heta ku ew bû toz perçiqand û toza wî avêt newala ji çiyê diherike.
“We li Tavêrayê, li Massayê û li Qîvrot-Hattaawayê Xudan hêrs kir.
Çaxê Xudan hûn ji Qadêş-Barnêayê şandin û ji we re got: ‘Herin, wî welatê min daye we ji xwe re bikin milk,’ hûn li dijî fermana devê Xwedayê xwe Xudan derketin. We ne bawerî pê anî û ne jî guhdariya dengê wî kir.
Ji roja ez we nas dikim heta îro hûn hergav li dijî Xudan derketin.
“Gava Xudan niyet dikir ku we tune bike û min çil şev û çil rojan li ber wî xwe davêt erdê,
min ji Xudan lava kir û got: ‘Ya Reb Xudan, gelê xwe, mîrasa xwe ya ku te bi mezinahiya xwe rizgar kir û bi destê xwe yê hêzdar ji Misrê deranî tune neke.
Xulamên xwe Îbrahîm, Îshaq û Aqûb bi bîr bîne. Li serhişkî, xerabî û gunehê vî gelî nenêre.
Yan na wê welatê ku te em jê deranîn bêje: Ji ber ku Xudan nikaribû wan bibe welatê ji wan re soz daye û ji wan nefret dikir, ew ji Misrê deranîn ku li beriyê bimirin.
Ew, gelê te û mîrasa te ye ku te bi hêza xwe ya mezin û zendê xwe yê dirêjkirî deranî.’
“Wê gavê Xudan ji min re got: ‘Ji bo xwe, wekî yên pêşî du lewheyên kevirîn bibire û li çiyê were ba min. Ji bo xwe sindoqeke jî, ji darê çêke.
Gotinên li ser lewheyên pêşî bûn û te ew şikandin, ezê li ser wan binivîsim û tê wan bixî sindoqê.’
“Li ser vê yekê min ji dara aqasyayê sindoqekê çêkir û du lewheyên kevirîn wekî yên pêşî birîn. Ez çûm çiyê, herdu lewhe di destê min de bûn.
Xudan wekî berê careke din li ser van lewheyan heman gotin, Deh Emir nivîsandin ku wî di roja civînê de ji nav êgir ji we re gotibû û dan min.
Ez zivirîm, ji çiyê daketim û min lewhe xistin sindoqa ku min çêkiribû. Çawa ku Xudan li min emir kiriye, ew êdî li wê derê ne.”
–Îsraêliyan ji bîrên Yaeqaniyan koçî Mosêrayê kirin. Harûn li wê derê mir û li wir hat veşartin. Êlezarê kurê wî li cihê wî bû kahin.
Îsraêliyan ji wê derê koçî Gudgodayê, ji Gudgodayê jî koçî Yotvatayê kirin ku welatekî geliyên avî lê hebûn.
Wê gavê Xudan eşîra Lêwî veqetand ku heta îro Sindoqa Peymanê hilgirin, li hizûra wî bisekinin, xulamiyê bikin û bi navê wî pîroz bikin.
Loma par û mîraseke Lêwî ya bi birayên wî re tuneye. Çawa ku Xwedayê we Xudan soz da wî, mîrasa wî Xudan e.–
“Çawa ku min berê kiribû, çil şev û çil rojan li çiyê mam. Xudan dîsa lavakirina min bihîst û nexwest we tune bike.
Xudan ji min re got: ‘Rabe here! Bide pêşiya gel ku ew herin welatê min bi sondxwarin dabû bav û kalên wan ku ji xwe re bikin milk.’
“Ya gelê Îsraêl! Xwedayê we Xudan niha ji we çi dixwaze? Tenê vê dixwaze: Hûn ji Xwedayê xwe Xudan bitirsin, di riyên wî de bimeşin, jê hez bikin, bi hemû dilê xwe û bi hemû canê xwe xulamiya wî bikin
û emir û rêbazên wî yên ku ez îro ji we re dibêjim pêk bînin. Ev jî, ji bo qenciya we ye.
Ezman, ezmanê ezmanan, rûyê erdê û her tiştê tê de, yê Xwedayê we Xudan e.
Lê Xudan ji bav û kalên we hez kir û bi tenê bi wan ve girêdayî ma. Wî hûn ên ku ji ziriyeta wan in, ji hemû gelan hilbijartin û hûn îro jî wisa ne.
Loma dilê xwe sinet bikin û êdî serhişkî nekin.
Çimkî Xwedayê we Xudan, Xwedayê Herî Mezin, Rebê Reban, Xwedayê mezin, hêzdar û biheybet e. Ew meyla kesî nagire, bertîlê nastîne,
ji bo sêwî û jinebiyan edaletê dike, ji xerîban hez dike û nan û kincan dide wan.
Hûn jî, ji xerîban hez bikin, çimkî hûn jî li welatê Misrê xerîb bûn.
Ji Xwedayê xwe Xudan bitirsin, xulamiya wî bikin. Pê ve girêdayî bin û bi navê wî sond bixwin.
Ew pesnê we ye. Ew Xwedayê we ye ku van karên mezin û bi heybet ên ku we bi çavên xwe dîtin, kirin.
Bav û kalên we yên çûn Misrê heftê kes bûn, lê niha Xwedayê we Xudan hûn bi qasî stêrên ezmanan zêde kirin.
“Hûnê ji Xwedayê xwe Xudan hez bikin û emir, peywir, qanûn û rêbazên wî herdem pêk bînin.
Îro bizanin ku kesên terbiyekirina Xwedayê we Xudan dîtin û fêmkirin, ne kurên we, lê hûn bixwe bûn. Divê hûn mezinahiya wî, destê wî yê hêzdar, zendê wî yê dirêjkirî,
nîşan û karên ku wî li Misrê anîn serê Firewnê Padîşahê Misrê û seranserê welatê wî,
ya ku anî serê artêşa Misrê, hespên wan û erebeyên wan ên şer, çawa ku gava ew li pey we bûn, wî ew di bin ava Derya Sor de hiştibûn û heta îro ew tune kiribûn,
ya ku heta ku hûn gihîştin vir ji bo we li beriyê kir,
bi ser de jî ya ku wî anî serê Datan û Avîramê kurên Êliyavê kurê Rûbên, çawa ku li nav tevahiya gelê Îsraêl erdê devê xwe vekir û ew, maliyên wan, konên wan û her jîndarên li pey wan diçûn daqurtandin, divê hûn baş bizanin.
Çimkî hemû karên mezin ên ku Xudan kirin, we bi çavên xwe dîtin.
“Hemû emrên ez îro li we dikim pêk bînin ku hûn hêzdar bibin, herin welatê hûn derbasî wir bûbûn û ji xwe re bikin milk.
Bila emrê we, li axa ku şîr û hingiv jê diherike û Xudan sond xwar ku bide bav û kalên we û ziriyeta wan, dirêj be.
Welatê hûnê herinê û ji xwe re bikin milk, ne wekî welatê Misrê ye ku hûn jê derketin. We li wir tov direşand û tevahiya erdê wekî bostên bi zehmetî av dida.
Lê li welatê ku hûnê herinê û ji xwe re bikin milk, çiya û newal hene. Axa wê, bi barana ezmanan tê avdan.
Çavê Xwedayê we Xudan li ser wî welatî ye. Ji serê salê heta dawiyê, çavê Xwedayê we Xudan hergav li ser wê derê ye.
“Heke hûn ji Xwedayê xwe Xudan hez bikin, bi hemû dilê xwe û bi hemû canê xwe xulamiya wî bikin û van emrên ku ez îro li we dikim baş guhdarî bikin,
wî çaxî wê Xudan barana pêşî û paşî di wextê de li welatê we bibarîne ku hûn dexlê xwe, şeraba nû û rûnê xwe yê zeytê bicivînin.
Wê Xudan li zeviyan ji bo heywanên we giya bide û hûnê bixwin û têr bibin.
Hay jê hebin ku dilê we neyê xapandin û averê nebin, xulamiya îlahan nekin û li ber wan neçin ser çokan.
Bila hêrsa Xudan li dijî we ranebe û ew ezmanan negire ku baran nebare, ax berê xwe nede û hûn li welatê qenc ê ku ew dide we zû helak nebin.
“Van gotinên min bixin dil û canê xwe. Wekî nîşanekê wan bi destê xwe ve girê bidin, wekî berenîkekê li ser eniya xwe bixin.
Hûnê wan qenc hînî zarokên xwe bikin, çaxê hûn li mala xwe rûdinin, dimeşin, radizin û radibin, divê hûn li ser wan bipeyivin.
Wan li ser kêlekên deriyên malên xwe û dergehên bajarên xwe binivîsin.
Bila li welatê ku Xudan bi sondxwarin dabû bav û kalên we, hûn û zarokên we, heta ku ezman li ser erdê be, hebin.
“Heke hûn tevahiya van emrên ku ez li we dikim pêk bînin, ji Xwedayê xwe Xudan hez bikin, di riyên wî de bimeşin û pê ve girêdayî bin,
wê Xudan li ber we tevahiya van miletan biqewitîne. Hûnê welatên miletên ku ji we mezintir û hêzdartir in ji xwe re bikin milk.
Her cihê pehniya piyê we lê bikeve, wê bibe ya we. Wê sînorên we ji beriyê heta Lubnanê, ji Çemê Feratê heta Derya Spî dirêj bibin.
Wê tu kes li ber we nesekine. Wê Xwedayê we Xudan çawa ku soz daye we, li tevahiya welatê ku pehniya piyê we lê bikeve, wê tirs û sawa we serdest bike.
“Binêrin, îro ez bereket û naletê datînim ber we.
Heke hûn guhdariya emrên Xwedayê we Xudan ên ku ez îro li we emir dikim bikin, wê para we bibe bereket.
Heke hûn guhdariya emrên Xwedayê xwe Xudan nekin, ji riya ku ez îro li we emir dikim averê bibin û bidin pey îlahên ku we nizanibûn, wê para we bibe nalet.
“Çaxê Xwedayê we Xudan we bîne welatê ku hûnê herinê û ji xwe re bikin milk, hûnê li ser Çiyayê Gerizîmê bereketê, li ser Çiyayê Êvalê naletê bixwînin.
Herdu çiya li aliyê din ê Çemê Şerîayê, li rojavayê rê, li welatê Kenaniyan ên ku li Eravayê rûdinin, li hember Gîlgalê, li ba darmaziya Moreyê ne.
Gava hûn Çemê Şerîayê derbas dikin, herin welatê Xwedayê we Xudan dide we û wî ji xwe re dikin milk û paşê we ew kir milk û hûn tê de rûnin,
hay jê hebin ku hemû qanûn û rêbazên ez îro ji we re dibêjim, pêk bînin.
“Li welatê Xwedayê bavkalên we Xudan da we ku hûn ji xwe re bikin milk, divê hûn van qanûn û rêbazan di tevahiya jiyana xwe de pêk bînin.
“Divê hûn hemû derên perizînê yên miletên hûnê biqewitînin, tune bikin. Hûnê hemû derên xulamiya îlahên wan; çi li serê çiyayên bilind, çi li ser giran, çi jî li bin her dara pelgur, tune bikin.
Hûnê gorîgehên wan hilweşînin, kevirbelan perçe bikin, pûtên wan ên Aşêrayê bişewitînin, pûtên îlahên wan bidin ber biviran û li wan deran navê wan ji holê rakin.
“Hûnê bi awayê wan neperizin Xwedayê xwe Xudan.
Lê divê hûn herin wê derê ku wê Xwedayê we Xudan ji bo navê wî tê de be, ji nav hemû eşîrên we hilbijêre.
Hûnê qurbanên xwe yên şewitandinê, qurbanên xwe yên din, dehyekên xwe, bexişandinên xwe, nedrên xwe yên sozdanê, pêşkêşiyên xwe yên dilxwaziyê û pez û dewarên xwe yên pêşî bînin wê derê.
Hûnê li wir, li hizûra Xwedayê xwe Xudan bixwin. Hûn û maliyên we bi her keda destê xwe şa bibin ku Xwedayê we Xudan bereket kiriye.
“Em îro li vir her tiştên di çavê xwe de rast in dikin, lê hûnê wisa nekin.
Çimkî hê hûn negihîştin cihê rihetiyê, milkê ku Xwedayê we Xudan dide we.
Gava hûn ji Çemê Şerîayê derbas bibin, li welatê ku wê Xwedayê we Xudan bi milkî dide rûnin û gava Xudan we ji hemû dijminên derdora we rizgar bike ku hûn di nav ewlehiyê de rûnin,
wê gavê hûnê her tiştên ez li we emir dikim bînin dera wê Xwedayê we Xudan ji bo navê wî tê de be hilbijêre. Hûnê qurbanên şewitandinê, qurbanên xwe yên din, dehyekên xwe, bexişandinên xwe û hemû nedrên xwe yên bijare yên sozdanê bînin wê derê.
Hûnê tevî kur û keçên xwe, xulam û xadimên xwe û Lêwiyiyên li bajarên we rûnin –çimkî tu par û mîrasa Lêwiyiyan bi we re tuneye– li hizûra Xwedayê xwe Xudan şa bibin.
Hay jê hebin ku qurbanên xwe yên şewitandinê li her derê pêşkêş nekin.
Çimkî hûnê li dera ku wê Xudan ji nav eşîrên we hilbijêre pêşkêş bikin. Hûnê li wê derê her tiştên ez li we emir dikim, bikin.
“Lê belê gava Xwedayê we Xudan we bereket bike, di hemû bajarên we de, çawa û kengê hûn dixwazin, hûnê pêz serjê bikin û bixwin. Çawa ku goştê xezal an pezkoviyekê dixwin, ji aliyê dînî ve kesên qirêj û paqij dikarin jê bixwin.
Lê hûnê li wir jî xwînê nexwin. Hûnê wekî avê birijînin erdê.
Hûnê dehyeka dexlê xwe, şeraba xwe ya nû, rûnê xwe yê zeytê, pez û dewarên xwe yên pêşî, hemû nedrên sozdanê, pêşkêşiyên dilxwaziyê, bexişandinên xwe, li bajarên xwe nexwin.
Hûnê tevî kur û keçên xwe, xulam û xadimên xwe û Lêwiyiyên li bajarên we rûnin, wan li hizûra Xwedayê xwe Xudan, li dera ku wê hilbijêre bixwin. Di her keda destê xwe de, hûnê li hizûra Xwedayê xwe Xudan şa bibin.
Hay jê hebin, di hemû emrê xwe yê li welêt de, Lêwiyiyan tenê nehêlin.
“Gava Xwedayê we Xudan li gorî wê soza ku daye we sînorê we fireh bike, çaxê we got: ‘Emê goşt bixwin,’ çawa û kengê dixwazin hûn dikarin bixwin.
Heke dera ku wê Xwedayê we Xudan ji bo navê wî tê de be hilbijêre ji we pir dûr be, bi awayê ku min li we emir kiriye, hûnê ji pez û dewarên ku Xudan daye we, li bajarên xwe serjê bikin û têra xwe jê bixwin.
Erê, çawa ku goştê xezal an pezkoviyekê dixwin, hûnê bixwin. Ji aliyê dînî ve kesên qirêj û paqij dikarin jê bixwin.
Lê hay jê hebin û xwîn nexwin. Çimkî canê wî xwîn e. Divê hûn bi goşt re can nexwin.
Hûnê xwînê nexwin, wekî avê birijînin erdê.
Hûnê xwînê nexwin û ji ber ku hûn tiştê di çavê Xudan de rast e dikin, wê qencî bi we û zarokên we yên li pey we bên, bê kirin.
“Lê pêşkêşiyên xwe yên pîroz û nedrên xwe yên sozdanê, hûnê bibin dera ku wê Xudan hilbijêre.
Hûnê qurbanên xwe yên şewitandinê, hem goşt hem xwînê li gorîgeha Xwedayê xwe Xudan pêşkêş bikin. Wê xwîna qurbanên we birije gorîgeha Xwedayê we Xudan, lê hûnê goştê wan bixwin.
Baş guhdariya tevahiya van gotinên ez li we emir dikim bikin ku qencî bi we û zarokên li pey we tên bibe. Çimkî hûnê wan tiştan bikin ku di çavê Xwedayê we Xudan de qenc û rast in.
“Gava Xwedayê we Xudan miletên ku hûnê herin welatê wan û ji xwe re bikin milk li ber we tune bike, çaxê hûnê wan biqewitînin û li welatê wan rûnin,
hay jê hebin ku paşê ew tune bibin, hûn nekevin dafikên wan. Li îlahên wan negerin û nebêjin: ‘Van miletan çawa xulamiya îlahên xwe kir, em jî wekî wan bikin.’
Hûnê ji Xwedayê xwe Xudan re wisa nekin. Çimkî wan her tiştê kirêt ê ku Xudan jê nefret dike ji îlahên xwe re kirin. Wan kur û keçên xwe jî, ji îlahên xwe re dişewitandin.
“Hay jê hebin ku hûn her emrên li we dikim pêk bînin. Tiştekî li wan zêde nekin û tiştekî ji wan dernaxin.
“Heke ji nav we pêxemberek an kesekî xewnan dibîne derkeve, soza nîşan an kerametekê bide we,
ew nîşan û kerametên ku wan gotibûn rast derkevin û ji we re bêje: ‘Em li pey îlahên din herin’ ku hûn nizanin ‘Û xulamiya wan bikin,’
wê gavê hûnê guh nedin wî pêxemberî yan wî kesê xewnan dibîne. Çimkî Xwedayê we Xudan we diceribîne ku bizanibe ka hûn bi hemû dilê xwe û bi hemû canê jê hez dikin an na.
Hûnê li pey Xwedayê xwe Xudan herin. Hûnê jê bitirsin, emrên wî pêk bînin, guh bidin dengê wî, xulamiya wî bikin û girêdayî wî bin.
Ew pêxember an ew kesê xewn dîtiye, wê bê kuştin. Çimkî wî gotina serhildanê li dijî Xwedayê we Xudanê ku hûn ji welatê Misrê deranîn û ji warê koletiyê rizgar kir, gotiye. Wî xwestiye ku we ji riya Xwedayê we Xudanê li we emir kiriye derxe. Bi vî awayî hûnê xerabiyê ji nav xwe rakin.
“Heke kesek, birayê te, kurê diya te, kur an keça te, jina paşila te, hevalê te yê ku wekî canê te ye, ji rê derdixe û bi dizî dibêje: ‘Em herin biperizin îlahan’ ku hûn û bav û kalên we pê nizanin,
yekî îlahên gelên li derdora we –nêzîk an dûrî we, ji serê dinyayê heta binê dinyayê–
wê gavê tê bi ya wî nekî û guhdariya wî nekî. Tê li ber wî nekevî. Tê lê neyî rehmê û wî neparêzî.
Divê tu esse wî bikujî. Pêşî tê bi destê xwe, piştre wê gel wî bide ber keviran.
Wî xwest we ji riya Xwedayê we Xudan derxe ku hûn ji welatê Misrê, ji warê koletiyê deranîn. Loma hûnê wî bidin ber keviran û bikujin.
Bi vî awayî wê tevahiya gelê Îsraêl vê yekê bibihîze û bitirse. Wê careke din di nav we de tu kes tiştê wiha xerab neke.
“Heke hûn bibihîzin ku di bajarekî ku Xwedayê we Xudan ji bo hûn lê rûnin dide we de,
ji nav we hin kesên xerab rabin û şêniyên bajaran ji rê derxin û bêjin: ‘Em herin û biperizin îlahan’ ku hûn pê nizanin,
wê gavê hûnê lê bikolin. Hûnê lê bigerin û baş bipirsin. Heke ya ku we bihîstiye rast be û ev kirêtî di nav we de çêbûbe,
hûnê esse şêniyên wî bajarî bidin ber şûran. Hûnê bajêr û tiştên tê de bi tevahî ji holê rakin, tevî heywanên tê de jî.
Hûnê hemû talanên wir li nav kuçeyê bidin hev û bajêr û talanên wî wekî qurbana şewitandinê ji Xwedayê xwe Xudan re bi tevahî bişewitînin. Wê bajar bibe xirbekî herheyî û careke din neyê avakirin.
Wê tiştekî ji malên hatine rakirin di destê we de nemîne ku hêrsa Xudan a dijwar dakeve û çawa ku Xudan ji bav û kalên we re sond xwariye, ew li ber we bikeve, li we were rehmê û we zêde bike.
Hûnê guhdariya dengê Xwedayê xwe Xudan bikin. Hûnê emrên ku îro ez li we dikim pêk bînin û tiştên di çavê Xudan de rast in bikin.
“Hûn kurên Xwedayê xwe Xudan in. Hûnê ji bo miriyan bedenên xwe birîndar nekin û mûyên di navbera herdu birûyên xwe de hilnedin.
Çimkî hûn miletekî ji Xwedayê xwe Xudan re pîroz in. Xudan ji nav hemû miletên ser rûyê erdê hûn hilbijartin ku hûn bibin gelê wî bi xwe.
“Hûnê tu tiştekî kirêt nexwin.
Heywanên ku hûn dikarin bixwin ev in: Ga, mî, bizin,
pezkovî, xezal, gakovî, bizina çiyê, ask, karxezal û miya çiyê.
Di nav heywanan de hûnê hemû heywanên ku dikayên û simên wan ên rastîn ango simên qelaştî hene, bixwin.
Lê di nav yên ku dikayên û simqelaştî ne de, hûnê van nexwin: Deve, kîvroşk û kurîbeşk. Çimkî ev dikayên lê simên wan neqelaştî ne. Ev ji bo we qirêj in.
Simên berêz qelaştî ne lê nakayê, bi vî awayî ev ji bo we qirêj e. Hûnê goştê van heywanan nexwin, xwe bi termê wan jî nekin.
“Ji hemû heywanên nav avê, hûnê tenê heywanên biperik û bipûlik bixwin.
Lê hûnê heywanên bêperik û bêpûlik nexwin. Ev ji bo we qirêj in.
“Hûnê hemû çivîkên paqij bixwin.
Lê ji nav wan, çivîkên hûnê nexwin ev in: Eylo, teyrê bereta, sîsarkê reş,
baz û her cureyên başokan,
hemû cureyên qijakan,
bûm, kundê kor, qaqlîbaz, her cureyên şahbazan,
bûmê biçûk, bûmê mezin, bûmê bixêlî,
bûmê beriyê, sîsark, masîgir,
legleg, her cureyên masîxuran, niqor û şevşevok.
Her cure kêzikên biperik ji bo we qirêj in. Divê neyên xwarin.
Lê hûn dikarin hemû çivîkên paqij bixwin.
“Hûnê tu heywanê mirar nexwin. Ji bo ku wî goştî bixwe, hûn dikarin bidin xerîbekî ku li bajarên we dijî yan hûn dikarin bifiroşin kesekî biyanî. Çimkî hûn ji bo Xwedayê xwe Xudan miletekî pîroz in. “Hûnê karikê, li ber şîrê diya wî nekelînin.
“Her sal hûnê dehyeka berê xwe bidin ku we ji axa xwe hilaniye.
Hûnê dehyeka dexlê xwe, şeraba xwe û rûnê zeyta xwe, pez û dewarên xwe yên pêşî, li hizûra Xwedayê xwe Xudan, li dera ku ji bo navê wî tê de be hilbijêre, bixwin û bi vî awayî hîn bibin ku herdem divê hûn ji Xwedayê xwe Xudan bitirsin.
Lê heke gava Xwedayê we Xudan we bereket bike, riya dera ku wê ji bo navê wî tê de be hilbijêre, ji we dûr be û hûn nikarin wan pêşkêşiyan hilgirin,
wî çaxî hûnê wan bikin zîv. Zîvê xwe hildin û herin dera ku wê Xwedayê we Xudan hilbijêre.
Zîvê xwe, çawa ku canê we dixwaze, ji bo pez û dewar, şerab û vexwarinê xerc bikin. Hûn û maliyên xwe li wir, li hizûra Xwedayê xwe Xudan bixwin, vexwin û şa bibin.
Hay ji wan Lêwiyiyan hebin ku li bajarên we dijîn. Çimkî par û milkê wan, wekî mîrasa we tuneye.
“Her sê salan, dehyeka hemû berên wê salê bînin û li bajêr bicivînin
ku Lêwiyiyên par û mîrasa wan wekî par û mîrasa we tuneye, xerîbên li bajarên we dijîn, sêwî û jinebî werin, jê bixwin û têr bibin. Bi vî awayî, wê Xwedayê we Xudan di her karê destê we de we pîroz û bereket bike.
“Di dawiya her heft salan de hûnê deyndarên xwe bibexişînin.
Karê bexişandina deynan wiha çêdibe: Wê her kesê ku deyn daye, deynê cîranê xwe bibexişîne. Wê ji cîranê xwe yan birayê xwe deynê xwe nexwaze. Çimkî sala Xudan a bexişandina deynan hatiye eşkerekirin.
Hûn dikarin ji xerîban deynê xwe bixwazin. Lê hûnê deynê merivên xwe bibexişînin.
“Di nav we de wê tu hejar tunebin. Çimkî Xwedayê we Xudan li welatê ku ew bi milkî dide we, wê esse we bereket bike,
heke hûn baş guhdariya dengê Xwedayê xwe Xudan bikin û hay jê hebin ku hûn hemû emrên ez îro li we dikim, pêk bînin.
Gava Xwedayê we Xudan li gorî soza daye we, we bereket bike, hûnê bi deyn bidin gelek miletan lê bi deyn nestînin. Hûnê serweriya gelek miletan bikin lê wê serweriyê li ser we nekin.
“Heke birayekî ku di nav we de li bajarên welatê ku Xwedayê we Xudan dide we hejar hebe, hûnê dilê xwe hişk nekin. Destê xwe ji birayê xwe yê hejar re negirin,
lê hûnê jê re dest vekin. Tişta jê re hewce ye, bi qasî têra wî dike hûnê bi deyn bidinê.
Hay jê hebin ku hûn fikrê xerab nekin û di dilê xwe de nebêjin: ‘Sala heftan, sala bexişandina deynan nêzîk bûye.’ Hûnê beramberî tiştekî li birayê xwe yê hejar nenêrin û çikûsiyê nekin. Yan na wê cîranê we li dijî we bike hewar û hûnê sûcdar bin.
Hûnê esse bidinê û gava hûn didin jî bêdiliyê nekin. Ji bo vê yekê, wê Xwedayê we Xudan di her karê destê we de we pîroz bike.
Ji ber ku wê li dinyayê hergav hejar hebin, ez li we emir dikim ku hûnê esse destên xwe ji birayên xwe re, ji bindest û hejaran re vekin ku li welatê we ne.
“Gava birayê we yan xwişka we ya Îbranî bifiroşin we, wê şeş salan xulamiya we bike, lê hûnê sala heftan wî azad bikin.
Çaxê hûn wî azad dikin jî, hûnê destvala neşînin.
Hûnê ji pezê xwe, ji bêndera xwe û ji mehsera xwe bi comerdî bidinê. Çawa ku Xwedayê we Xudan bereket daye we, hûnê jî wisa bidin wî.
Ji bîr nekin hûn li welatê Misrê kole bûn û Xwedayê we Xudan hûn rizgar kirin. Loma ez îro vî emrî li we dikim.
“Heke ji bo ku ew ji we û malbata we hez dike û gava ew li ba we ye, qencî lê dibe, ew ji we re bêje: ‘Ez naxwazim ji ba we herim,’
wê gavê hûnê dirêşekî hildin, bispêrin derî û guhê wî qul bikin. Bi vî awayî wê tevahiya jiyana xwe bibe koleyê we. Hûnê ji bo koleyên xwe yên jin jî wisa bikin.
Gava we koleyên xwe azad kirin, xemgîn nebin. Çimkî di van şeş salan de, wî ji karkerekî bi heqdest du qat bêtir kar kiriye. Wê Xwedayê we Xudan di her karê hûn dikin de we bereket bike.
“Ji pez û dewarên xwe, hûnê her pêşiyê nêr ji bo Xwedayê xwe Xudan veqetînin. Hûnê bi pêşiyê dewarên xwe kar nekin, pêşiyê pezê xwe jî hevring nekin.
Hûnê her sal bi maliyên xwe re li hizûra Xwedayê xwe Xudan, li dera ku wê hilbijêre ji wan bixwin.
Heke qisûreke wî hebe –kulek an kor be, kêmahiya nebaş hebe– hûnê ji Xwedayê xwe Xudan re qurban nekin.
Hûn dikarin pezekî wiha li bajarên xwe bixwin. Çawa ku goştê xezal an pezkoviyekê dixwin, ji aliyê dînî ve kesên qirêj û paqij dikarin jê bixwin.
Lê hûnê xwîna wî nexwin. Hûnê wê wekî avê birijînin ser axê.
“Meha Avîvê pêk bînin û Cejna Derbasbûnê ya Xwedayê xwe Xudan pîroz bikin. Çimkî di meha Avîvê de Xwedayê we Xudan bi şev hûn ji Misrê deranîn.
Hûnê li dera ku wê Xudan ji bo navê wî tê de be hilbijêre, ji pez û dewaran ji Xwedayê xwe Xudan re qurbana Derbasbûnê serjê bikin.
Hûnê bi goştê qurbanê re nanê bihevîrtirş nexwin. Ji ber ku hûn bi lez ji welatê Misrê derketin, hûnê heft rojan nanê şikeva bixwin ku nanê tengasiyê ye. Divê hûn wisa bikin ku di hemû rojên jiyana xwe de derketina ji Misrê ji bîr nekin.
Wê heft rojan li seranserê welatê we hevîrtirş neyê dîtin. Ji goştê qurbana hûn roja pêşî êvarê serjê dikin, wê heta serê sibê tiştek nemîne.
“Hûnê qurbana Derbasbûnê li tu bajarekî ku Xwedayê we Xudan dide we serjê nekin.
Hûnê tenê li dera ku wê Xwedayê we Xudan ji bo navê wî tê de be hilbijêre, êvarê, dema roj diçe ava, di dema hûn ji Misrê derketin de serjê bikin.
Li dera wê Xwedayê we Xudan hilbijêre, hûnê goştê xwe bipêjin û bixwin. Serê sibê hûnê vegerin konê xwe.
Hûnê şeş rojan nanê şikeva bixwin. Hûnê roja heftan ji bo Xwedayê xwe Xudan civîneke mezin çêkin û tu karî nekin.
“Hûnê ji dema dasê li dexlê dixin, destpê bikin û heft hefteyan bijmêrin.
Li gorî bereketa Xwedayê we Xudan dide we, hûnê bi pêşkêşiyên dilxwaziyê jê re Cejna Hefteyan pîroz bikin.
Hûnê li hizûra Xwedayê xwe Xudan, bi kur û keçên xwe, xulam û xadimên xwe, Lêwiyiyên li bajarên xwe, xerîbên nav xwe û bi sêwî û jinebiyên xwe re li dera ku wê Xudan ji bo navê wî tê de be hilbijêre, şa bibin.
Bi bîr bînin hûn li Misrê kole bûn û hay jê hebin van qanûnan pêk bînin.
“Piştî we bêndera xwe û ji ser mehserê berê xwe hilda, hûnê ji bo xwe heft rojan Cejna Holikan pîroz bikin.
Di vê cejnê de hûn bi kur û keçên xwe, xulam û xadimên xwe, Lêwiyiyên li bajarên xwe, xerîbên li nav xwe û sêwî û jinebiyên xwe re şa bibin.
Li dera ku wê Xudan hilbijêre, hûnê heft rojan vê cejnê ji Xwedayê xwe Xudan re pîroz bikin. Wê Xwedayê we Xudan hemû berê we û hemû keda destê we bereket bike û hûnê esse şa bibin.
“Salê sê caran, di Cejna Nanê Şikeva, di Cejna Hefteyan û di Cejna Holikan de, wê hemû mêrên we li hizûra Xwedayê we Xudan, li dera ku wê hilbijêre xuya bibin. Wê tu kes destvala neyê hizûra Xudan.
Wê herkes li gorî bereketa ku Xwedayê we Xudan daye, ango wê bi qasî ji destê wî tê bide.
“Li bajarên ku Xwedayê we Xudan dide we, hûnê ji bo her eşîrê dadger û serekan kifş bikin. Divê ew gel bi edaletê îdare bikin.
Hûnê heq nedin xwarin, meyla kesan nekin û bertîlê nestînin. Çimkî bertîl çavên kesê şehreza kor dike û dozên kesên mafdar serobino dike.
Hûnê rastiyê, tenê li pey rastiyê herin ku hûn bijîn û welatê ku Xwedayê we Xudan dide we, ji xwe re bikin milk.
“Hûnê nêzîkî gorîgeha Xwedayê xwe Xudan a ku hûn ji bo wî çêdikin, tu darekê neçikînin ku pûtekî Aşêrayê be.
Hûnê kevirbelekî neçikînin ku Xwedayê we Xudan jê nefret dike.
“Hûnê pez û dewarekî ku qisûr û kêmahiya wê heye ji Xwedayê xwe Xudan re pêşkêş nekin. Çimkî ev ji bo Xwedayê we Xudan kirêt e.
“Heke li bajarekî ku Xwedayê we Xudan dide we, kesek di nav we de, çi mêr çi jin, peymana Xwedayê we Xudan binpê bike û tiştên di çavê wî de xerab in bike,
ango kesê here ba îlahan û li ber wan çok bide –çi roj, çi heyv, an jî çi nexşên ezmanan bin ku min ew li wan qedexe kiriye–
û hûn bi vê yekê bihesin an hûn bibihîzin, baş lê bikolin. Heke ev yek rast be û ev kirêtî li welatê Îsraêl hatibe kirin,
wê gavê hûnê zilam an jina ku ev xerabî kiriye, derxin ber dergehê bajarê xwe, bidin ber keviran û bikujin.
Kesê divê bê kuştin, divê bi gotin û şahidiya du yan jî sê kesan bê kuştin. Nabe ku bi gotin û şahidiya kesekî bê kuştin.
Divê pêşî destên şahidan, paşê destên tevahiya gel li dijî kesê bê kuştin, bên rakirin. Bi vî awayî hûnê xerabiyê ji nav xwe rakin.
“Heke hûn li bajarên xwe di warê mêrkujî, doz û êrîşan de, rastî biryareke ji hêza we zêdetir hatin, herin dera ku wê Xwedayê we Xudan hilbijêre.
Pirsên xwe bibin ber kahinên Lêwiyî û dadgerê wê demê li ser kar e. Wê ew biryarê ji we re bêjin.
Divê hûn guh bidin biryara ku li dera Xudan hilbijêre hatiye dayîn. Hay jê hebin û tevahiya şîreta wan pêk bînin.
Divê hûn tevahiya şiroveya Şerîetê ya li we hatiye hînkirin û biryara ji we re hatiye gotin, pêk bînin. Ji vê yekê bi milê çep û rastê ve averê nebin.
Her kesê quretiyê bike û guhdariya dadger an kahinên di xizmeta Xwedayê we Xudan de ne neke, divê bê kuştin. Bi vî awayî hûnê ji nav gelê Îsraêl xerabiyê rakin.
Wê tevahiya gel vê yekê bibihîze, bitirse û careke din quretiyê neke.
“Gava hûn hatin wî welatê ku Xwedayê we Xudan dide we, hûnê ji xwe re bikin milk, tê de rûnin û bibêjin: ‘Wekî hemû miletên derdorê, em jî padîşahekî bînin ser xwe,’
divê hûn kesê ku Xwedayê we Xudan hilbijêre, bikin padîşahê xwe. Divê hûn kesekî ji birayên xwe bikin padîşah. Divê hûn xerîbekî neyînin ser xwe ku ne birayê we ye.
Herwiha, divê padîşah ji bo xwe hespan zêde neke û ji bo zêdekirina hespan gel venegerîne Misrê. Çimkî Xudan ji we re got: ‘Hûnê careke din di vê riyê re venegerin.’
Ji bo ku dilê wî averê nebe, divê ew ji xwe re ne jinan zêde bike, ne jî zêr û zîvan.
“Gava padîşah li ser textê padîşahiyê rûnişt, wê di bin parastina kahinên Lêwiyî de nûsxeyeke vê Şerîetê ji bo xwe binivîse.
Wê ev li ba wî bimîne û di hemû rojên jiyana xwe de jê bixwîne ku tirsa Xwedayê xwe Xudan hîn bibe û hemû gotin û qanûnên vê Şerîetê pêk bîne.
Bila ew xwe ji birayên xwe zêdetir nebîne û ji rê û rêbazan bi milê çep û rastê ve averê nebe ku emrê padîşahiya wî û ziriyeta wî yê li welatê Îsraêl dirêj bibe.
“Wê par û mîrasa kahinên Lêwiyî –hemû eşîra Lêwî– bi gelê Îsraêl re tunebe. Wê pêşkêşiyên şewitandinê ku ji Xudan re tên pêşkêşkirin bixwin,
lê çawa ku Xudan jê re got, wê di nav birayên wan de mîrasa wan tunebe.
“Wê heqê kahinan ev be: Kesekî ji nav gel ku pez an dewar pêşkêş dike, wê hêt, ser û pê û ûr û roviyan bide wan.
Hûnê ji berê pêşî yê dexlê xwe, ji şeraba xwe ya nû, ji rûnê xwe yê zeytê û ji hiriya pêşî ya pezê hevring bûye, bidin kahinan.
Çimkî Xwedayê we Xudan ew ji nav hemû eşîran hilbijart ku ew û kurên wî hergav li hizûra wî bin û bi navê wî xizmetê bikin.
“Heke Lêwiyiyekî ji bajarekî welatê Îsraêl ku lê dima, bi daxwaza xwe bê dera ku Xudan wê hilbijêre,
wê li wir, wekî birayên xwe yên Lêwiyî yên li wir rûnin, li hizûra Xwedayê xwe Xudan dimînin, bi navê Xudan xizmetê bike.
Ji xeynî pereyê ji milkê bav hatiye, wê bi kahinên din re bi wekhevî li hev parve bikin.
“Gava hûn hatin wî welatê ku Xwedayê we Xudan dide we, adetên kirêt ên wan miletan hîn nebin û pêk neyînin.
Bila di nav we de kesê ku keç an kurê xwe di êgir de dike qurban an kesê falbaz, sêrbaz, remildar, efsûnkar,
cinbaz an kesê ji ruh an miriyan zanînê dixwaze, tunebe.
Çimkî kesên van tiştan dikin ji Xudan re kirêt in. Xwedayê we Xudan ji ber van karên kirêt, wan miletan li ber we diqewitîne.
Li hizûra Xwedayê xwe Xudan kamil bin.
“Ev miletên ku hûnê biqewitînin, guhdariya sêrbaz û falbazan dikin. Lê Xwedayê we Xudan destûr nade we ku hûn wiha bikin.
Wê Xwedayê we Xudan ji nav we, ji nav birayên we pêxemberekî wekî min derîne. Hûnê guhdariya wî bikin.
We di roja civînê de, li Horêvê ji Xwedayê xwe Xudan ev daxwaz kiribû û gotibû: ‘Em careke din ne dengê Xwedayê xwe Xudan bibihîzin û ne jî vî agirê mezin bibînin. An na emê bimirin.’
Xudan ji min re got: ‘Gotina wan rast e.
Ezê ji bo wan, ji nav birayên wan pêxemberekî wekî te derînim. Wê gotina min ji devê wî bibihîzin û her tişta ez lê emir dikim wê ji wan re bêje.
Ezê bixwe wî kesî ceza bikim ku guhdariya gotina pêxemberê bi navê min dipeyive nake.
Lê heke pêxemberekî ku min lê emir nekiriye bi quretî bi navê min bibêje yan bi navê îlahan bibêje, wê bê kuştin.’
“Dibe ku hûn di dilê xwe de bêjin: ‘Ezê çawa bi gotina Xudan negotiye bizanibim?’
Heke pêxember bi navê Xudan bipeyive û gotina kiriye neyê cih û rast dernekeve, ew gotin ne ji Xudan e. Pêxember bi quretî gotiye. Jê netirsin.
“Gava Xwedayê we Xudan miletên ku welatê wan dide we tune kirin, we ew qewitandin û hûn li bajarên wan û di malên wan de rûniştin,
li nav welatê ku Xwedayê we Xudan bi milkî dide we, hûnê sê bajaran ji xwe re veqetînin.
Hûnê riyên wan bajaran çêkin, sînorê welatê ku Xwedayê we Xudan bi milkî dide we wekî sê paran ji hev veqetînin ku her kesê bûye sedema mirina kesekî, bireve wan deran.
“Rêbaza kesê bûye sedema mirinê ku bireve wan deran û sax bimîne ev e: Kesê ku ne kîndarê cîranê xwe ye û wî bêyî hemdê xwe bibe sedema mirinê,
mesela, kesê bi cîranê xwe re, ji bo birîna daran çûbe daristanê û gava bivir li darê dixe, hesin ji destî dertê û li cîranê wî dikeve û dimire, divê ew kes bireve bajarekî ji wan bajaran ku sax bimîne.
Yan na kesê dixwaze heyfa xwînê bistîne, bi hêrs dikare bide pey wî kesî. Dibe ku rê dirêj be, ew bigihîje wî kesî û bikuje. Kesê pêşî ku bûye sedema mirinê, ji ber ku ne kîndarê kesê mirî ye, mirin heq nekiriye.
Ji ber vê yekê ez li we emir dikim ku hûn ji bo xwe sê bajaran veqetînin.
“Heke çawa ku Xwedayê we Xudan ji bav û kalên we re sond xwar, sînorên we fireh bike û tevahiya welatê ku bi bav û kalên we re soz dabû bide we
û hûn jî hemû emrên ku ez îro li we dikim pêk bînin –hûn ji Xwedayê xwe Xudan hez bikin û hergav di riya wî de bimeşin– wê gavê hûnê sê bajarên din li ser wan sê bajaran zêde bikin.
Bi vî awayî xwîna kesê bêsûc li welatê ku Xwedayê we Xudan bi milkî dide we, nayê rijandin û xwîna wî nakeve stûyê we.
“Lê kesê ku ji cîranê xwe nefretê bike, kemînê li pêşiya wî deyne, lê bixe û bikuje, piştre jî bireve bajarekî ji wan bajaran,
wê gavê wê rîspiyên bajarê kujer, qasid bişînin û wî bînin, bidin destê kesê dixwaze heyfa xwînê bistîne. Wê ew kes bê kuştin.
Hûnê li ber wî nekevin. Hûnê xwîna bêsûcan ji nav gelê Îsraêl rakin ku qencî bi we bê kirin.
“Li welatê ku Xwedayê we Xudan dide we ku hûn ji xwe re bikin milk, hûnê sînorê cîranê xwe yê ku berê hatiye kifşkirin neguherînin.
“Di her sûc û guneh de wê şahidiya yekî ji bo sûcdarkirina kesekî din têrê nake. Wê tenê şahidiyên bi devê du yan sê kesan bê qebûlkirin.
“Heke şahidekî derewîn were ku kesekî sûcdar bike,
wê gavê wê herdu kesên wê dozê, herin hizûra Xudan û derkevin ber kahin û dadgerên wê demê.
Wê dadger baş lê bikolin. Heke şahid, derewîn be û li dijî birayê xwe şahidiya derewîn kiribe,
tişta ew pîlan dike bi birayê wî bê kirin, wê ew tişt pê bê kirin. Bi vî awayî hûnê xerabiyê ji nav xwe rakin.
Wê kesên mayî vê yekê bibihîzin û bitirsin ku careke din xerabiyeke wiha di nav we de nekin.
Hûnê li ber nekevin. Di ber can de can, di ber çav de çav, di ber diran de diran, di ber dest de dest, di ber ling de ling.
“Çaxê hûn li dijî dijminên xwe herin şer û we dît ku hesp, erebe û artêşên wan ji yên we bêtir in, ji wan netirsin. Çimkî Xwedayê we Xudan ê ku hûn ji welatê Misrê deranîn bi we re ye.
Beriya hûn dest bi şer bikin wê kahin derkeve pêş û bi leşkeran re bipeyive.
Wê ji wan re bêje: ‘Ya gelê Îsraêl, bibihîze! Îro hûn herin li dijî dijminên xwe şer bikin. Dilwêrek bin û netirsin! Sil nebin û ji ber wan nekevin sawê.
Çimkî Xwedayê we Xudan bi we re ye ku li dijî dijminên we şer bike û we bigihîne serketinê.’
“Piştre wê peywirdar ji leşkeran re wiha bêjin: ‘Kesê xaniyekî ava kiriye û tê de rûneniştiye heye? Bila bizivire here mala xwe. Çimkî dibe ku di şer de bimire û kesekî din tê de rûne.
Kesê rezek daniye û hê qet jê hilnaniye heye? Bila bizivire here mala xwe. Çimkî dibe ku di şer de bimire û kesekî din wê hilîne.
Kesê bi keçekê re dergistî ye û nezewiciye heye? Bila bizivire here mala xwe. Çimkî dibe ku di şer de bimire û kesekî din pê keçikê re bizewice.’
“Wê peywirdar berdewam bikin û bêjin: ‘Kesê tirsonek û newêrek heye? Bila bizivire here mala xwe ku dilên birayên wî, wekî dilê wî nehelin.’
Gava peywirdar axaftina xwe ya ji leşkeran re xilas bikin, wê fermandaran li ser gel kifş bikin.
“Beriya hûn li dijî bajarekî herin şer, doza aştiyê li bajêr bikin.
Heke ew bi aştî bersiva we bidin û dergehên xwe vekin, hemû gelê bajêr wê bibe xulamê we û suxrevaniya we bike.
Heke ew teslîmî we nebin û li dijî we şer bikin, bajêr dorpêç bikin
û gava Xwedayê we Xudan bajêr bide destê we, hemû mêrên li bajêr bidin ber şûran.
Hûn dikarin jin, zarok, heywan û her tiştên di bajêr de talan bikin. Hûn dikarin ji hemû talanê dijminên ku Xwedayê we Xudan daye we, bixwin.
Hûnê ji bo hemû bajarên miletên din ku gelekî dûrî we ne wiha bikin.
“Lê hûnê li bajarên van gelên ku Xwedayê we Xudan bi milkî dide we, tiştekî hilmê dide û distîne sax nehêlin.
Çawa ku Xwedayê we Xudan li we emir kiriye, hûnê Hîtîtî, Amorî, Kenanî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyan bi tevahî tune bikin
ku tiştên kirêt ên ji bo îlahên xwe dikin, hînî we nekin û hûn jî li dijî Xwedayê xwe Xudan guneh nekin.
“Gava hûn li dijî bajarekî herin şer û demeke dirêj di dorpêçkirina bajêr de bimînin, bivir li darên bajêr nexin û nebirin. Hûn dikarin berê wan daran bixwin, lê wan nebirin. Çimkî darên çolê, ne mirov in ku hûn wan dorpêç dikin.
Hûn dikarin tenê darên hûn dizanin ku ber nadin, tune bikin. Heta bajarê ku hûn li dijî we şer dike bikeve, hûn dikarin wan daran bibirin û ji bo dorpêçkirinê bi kar bînin.
“Heke li welatê ku Xwedayê we Xudan bi milkî dide we, mirovek bê dîtin ku li çolê hatiye kuştin û nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye kuştin,
wê rîspî û dadgerên we rabin, dûrahiya kesê kuştî ji bajarên nêzîk bipîvin.
Wê rîspiyên bajarê herî nêzîk, ji nav dewaran çêlekeke ku nehatiye xebitandin û nîr li stûyê wê nehatiye xistin bistînin.
Wê rîspî çêlekê bînin newaleke av jê diherike û nehatiye cotkirin û çandin. Wê li wir stûyê wê bişikênin.
Paşê ji ber ku Xwedayê we Xudan kahinên Lêwiyî hilbijartin ku ew xizmeta wî bikin, navê Xudan pîroz bikin û biryara her doz û pevçûnê bi gotina wan bê kirin, wê ew jî herin wir.
Wê hemû rîspiyên wî bajarî ku nêzîkî kesê kuştî ne, li ser stûyê çêlekê destê xwe bişon ku li gelî hatiye şikandin
û wiha bêjin: ‘Destên me ev xwîn nerijand û çavên me ev nedît.
Ya Xudan, gelê xwe Îsraêl ku te rizgar kir bibexişîne. Bila xwîna bêsûc di stûyê gelê te de nemîne.’ Bi vî awayî wê gel ji wê xwînê bê bexişandin.
Hûnê ji nav xwe xwîna bêsûcan jî rakin, çimkî divê hûn tiştên di çavê Xudan de rast in bikin.
“Gava hûn li dijî dijminên xwe herin şer, Xwedayê we Xudan wan bide destê we û hûn wan bikin êsîr,
heke kesek ji we, di nav êsîran de jineke bedew bibîne û dilê wî bikevê, ew kes dikare pê re bizewice.
Wê bibe mala xwe. Divê ew porê xwe kur bike, neynûkên xwe bibire û
kincên êsîrtiyê derxe. Wê mehekê li malê rûne û şîna dê û bavê xwe bike. Piştre ew kes dikare pê re razê û bibe mêrê wê. Ewê jî bibe jina wî.
Lê heke kêfa wî jê re neyê, wê jinikê azad bike. Hûnê bi tu awayî jina wisa bi pere nefiroşin. Ji ber ew nizim bû, hûnê wekî koleyekê pê re tevnegerin.
“Heke du jinên zilamekî hebin, ew ji yekê hez dike û ji ya din hez nake, ji herdu jinan jî kurên wî çêbûbin û kurê pêşî ji wê jinê be ku jê hez nake,
gava zilam malê xwe bi mîrasî li kurên xwe parve dike, nikare meyla kurê wê jinê bike ku jê hez dike. Divê mafê kurê pêşî bide.
Wê kurê jina jê hez nake wekî kurê pêşî qebûl bike û ji hemû malê xwe du qat bide wî kurî. Ji ber ku ev kur berê pêşî yê hêza bavê xwe ye û mafê kurê pêşî yê wî ye.
“Heke kurê zilamekî, serhişk û serhildêr be, guh nede dengê dê û bavê xwe yan terbiyekirina wan,
wê gavê wê dê û bavê wî hildin wî bibin ba rîspiyên li ber dergehê bajarê wî.
Wê ji rîspiyan re wiha bêjin: ‘Kurê me serhişk û serhildêr e. Ew guh nade dengê me. Ew têrnexwar û serxweş e.’
Wê hemû mêrên bajêr bidin ber keviran û bikujin. Bi vî awayî hûnê xerabiyê ji nav xwe rakin û wê hemû Îsraêl bibihîze û bitirse.
“Heke kesek gunehê ku cezayê wî kuştin e kiribe, hatibe kuştin û bi darekê ve hatibe daleqandin,
wê kuştî bi şev bi darê ve daleqandî nemîne. Tê esse hema wê rojê wî veşêrî. Çimkî kesê hatiye daleqandin di bin nifira Xwedê de ye. Tê welatê ku Xwedayê te Xudan bi milkî dide te qirêj nekî.
“Gava te dît pez an dewarê birayekî te ji rê averê bûye, tê navêjî pişt guhê xwe. Tê esse wî li birayê xwe vegerînî.
Lê heke ew birayê te ji te dûr be yan tu wî nas nakî, wî bibe mala xwe. Heta birayê te pirsa wê ji te bike, wê li mala te bimîne. Wê gavê tê lê vegerînî.
Tê ji bo kerê birayê xwe wiha bikî û ji bo kincên birayê xwe wiha bikî. Ji bo her tiştê ku birayekî te winda kiriye û te dîtiye tê wiha bikî. Tê navêjî pişt guhê xwe.
“Gava te di rê de dît ker an gayê birayekî te ketiye, tu navêjî pişt guhê xwe. Tê esse alîkariya birayê xwe bikî û wî rakî.
“Wê jin kincên mêran li xwe nekin, wê mêr jî kincên jinan li xwe nekin. Çimkî her kesê van tiştan dike ji Xwedayê te Xudan re kirêt e.
“Gava di rê de, tu rastî hêlîna çivîkeke li ser darekê yan li erdê ye werî, heke çivîk li ser têjikên xwe yan li ser hêkan be, tê makê bi têjikan re ranekî.
Hûnê esse makê berdin, lê tu dikarî têjikan ji xwe re bibî ku qencî bi te bê kirin û emrê te dirêj be.
“Çaxê tu xaniyekî nû ava bikî, tê ji bo banê xwe caxan çêkî ku gava kesek ji wir bikeve, xwîn nekeve stûyê malbata te.
“Tê du cure tov li nav rezê xwe nereşînî. Yan na tê nikaribî berê tovê te reşandiye û rezê xwe hilînî.
“Tê ga û ker bi hev re nekî bin nîr û cot nekî.
“Tê qumaşê ji kitan û hiriyê kitên hatiye çêkirin li xwe nekî.
“Tê li her çar goşeyên ebayê davêjî ser xwe, rîşiyan çêkî.
“Heke zilamek jinekê ji xwe re bîne û paşê ew here ba wê, jê hez neke,
tiştên eyb li ser wê bêje, navê wê xerab bike û bêje: ‘Min ev jin anî, lê gava ez çûm ba wê min nîşana keçikbûnê pê re nedît,’
wê gavê wê dê û bavê keçikê, nîşana keçikbûnê bînin dergehê bajêr û bidin rîspiyan.
Wê bavê keçikê ji rîspiyan re bêje: ‘Min keça xwe bi vî zilamî re zewicand, lê belê ew jê hez nake.
Ew niha dibêje: Min bi keça te re nîşana keçikbûnê nedît û tiştên eyb li ser wê dibêje. Lê va ye nîşana keçikbûna keça min.’ Wê kinc li ber rîspiyan vekin.
Paşê wê rîspiyên bajêr wî zilamî bibin û ceza bikin.
Wê wî bi sed şekel pereyê zîv dadbar bikin û bidin bavê keçikê. Çimkî wî navê keçika Îsraêlî xerab kiriye. Wê ew jin, jina wî zilamî bimîne. Wê nikaribe di tevahiya jiyana xwe de jinikê berde.
“Lê heke ev gotina zilêm rast be û nîşana keçikbûnê tunebe,
wê keçikê bînin ber deriyê mala bavê wê û mirovên bajêr wê bidin ber keviran û bikujin. Çimkî gava ew li mala bavê xwe bûye, wê zina kiriye. Wê li welatê Îsraêl kirêtî kiriye. Tê xerabiyê ji nav xwe rakî.
“Heke zilamek, bi jina yekî din re di nav nivînan de bê girtin, wê herdu jî bên kuştin. Bi vî awayî tê xerabiyê ji nav xwe rakî.
“Heke zilamek li bajêr rastî keçikeke dergistî were û pê re razê,
hûnê herduyan derxin ber dergehê bajêr, bidin ber keviran û bikujin. Çimkî keçik, tevî ku li bajêr bûye û nekiriye hewar, zilêm jî dergistiya cîranê xwe xera kiriye. Bi vî awayî tê xerabiyê ji nav xwe rakî.
“Heke zilamek li çolê rastî keçikeke dergistî were, wê zevt bike û pê re razê, wê tenê zilamê pê re razaye bê kuştin.
Hûnê tiştekî bi keçikê nekin. Çimkî keçikê gunehekî nekiriye ku berdêla wê kuştin be. Ev tiştekî wisa ye ku kesek êrîşî cîranê xwe kiribe û ew kuştibe.
Ji ber ku ew li çolê rastî wê hatiye, dibe ku keçika dergistî kiribe hewar û kesekî ku wê rizgar bike tunebûye.
“Heke zilamek, rastî keçikeke ne dergistî were, wê zevt bike, pê re razê û ev bê zanîn,
wê zilamê bi keçikê re razaye, pêncî şekelê zîv bide bavê keçikê. Wê keçik bibe jina wî, çimkî wî ew xera kiriye. Wê zilam di tevahiya emrê xwe de nikaribe jinikê berde.
“Wê kesek jina bavê xwe ji xwe re neyîne û nivîna bavê xwe qirêj neke.
“Zilamê ku gunikê wî hatiye perçiqandin an mûziya wî hatiye jêkirin wê nekeve civaka Xudan.
“Kesê berê bênamûsiyê ye, wê nekeve civaka Xudan. Heta nifşê dehan jî wê tu kesê ji wî nekeve civaka Xudan.
“Wê kesekî Emmonî yan jî Moavî nekeve civaka Xudan. Heta nifşê dehan jî wê tu kesê ji wan nekeve civaka Xudan.
Çimkî gava hûn ji Misrê derketin, ew bi av û nên nehatin pêşiya we. Wan Balamê kurê Beorê ji bajarê Petorê Aram-Naharayîmê bi pere girt ku naletê li we bike.
Lê belê Xwedayê we Xudan nexwest guhdariya Balam bike. Xwedayê we Xudan ji we hez kir û ji bo we naletê zivirand bereketê.
Hûnê di tevahiya emrê xwe de li aştî û qenciya wan negerin.
“Ji bo ku ew birayên we ne, hûnê ji Edomiyan nefretê nekin. Ji ber ku hûn li welatê wan wekî xerîban mane, hûnê ji Misriyan jî nefretê nekin.
Nifşê sisêyan ê ku ji wan çêbe dikare bikeve civaka Xudan.
“Gava hûn li dijî dijminên xwe di artêşgehê de rûnin, hay ji xwe hebin ku hûn xerabiyekê nekin.
Heke di nav we de, kesek hebe ku bi şev jê menî hatibe, bila derkeve derve û nekeve artêşgehê.
Gava bû êvar bila xwe bişo û gava roj çû ava, bila vegere artêşgehê.
“Wê ji derveyî artêşgehê, cihekî we hebe ku hûn li wir hacetê xwe pêk bînin.
Wê di nav amûrên we de singek hebe, çaxê hûn derkevin derve, çalikekê bikolin û ser pîsîtiyê binixêmin.
Xwedayê we Xudan di nav artêşgeha we de ye ku we rizgar bike û dijminên we teslîmî we bike. Loma wê artêşgeha we pîroz be ku Xudan bênamûsiyê di nav we de nebîne û rûyê xwe ji we nezivirîne.
“Koleyekî ku ji ba xweyê xwe reviyaye û hatiye welatê te, tê teslîmî xweyê wî nekî.
Bila ew kole li bajarekî te yê ku dixwaze de rûne. Tê zordarî lê nekî.
“Wê di nav kur û keçên Îsraêliyan de laşfiroş tunebin.
Tê ji bo sozdanê jî pêşkêşiya qezenca fihûşa jinan an mêran nebî Mala Xwedayê xwe Xudan. Çimkî herdu jî, ji Xwedayê te Xudan re kirêt in.
“Çi pere, çi xwarin an jî tiştekî ku faîz jê were tê bi deyn nedî birayekî xwe.
Tu dikarî bi faîz deyn bidî xerîban, lê tê bi faîz deyn nedî birayê xwe ku li wî welatê tê heriyê ku ji xwe re bikî milk, Xwedayê te Xudan keda destê te pîroz bike.
“Gava tu soz bidî Xwedayê xwe Xudan, bike û di pêkanîna wê de dereng nemîne. Yan na wê Xwedayê te Xudan esse wê ji te bixwaze û tê bibî sûcdar.
Lê heke tu soz nedî Xwedayê xwe Xudan, tê nebî sûcdar.
Hay ji xwe hebe ku tu her gotina ji devê te derkeve pêk bînî. Her çawa ku te bi dilxwaziyê soz da Xwedayê xwe Xudan, wiha bike.
“Heke tu ketî rezê cîranê xwe, heta tu têr bibî tu dikarî tirî bixwî, lê nexe tûrikê xwe.
Heke tu ketî nav dexlê cîranê xwe, tu dikarî bi destê xwe simbilan jê bikî, lê tê nedî ber dasê.
“Bifikire ku zilamek jinekê ji xwe re bistîne û pê re bizewice, lê tiştekî nebaş bibîne, êdî jê hez neke û ji ber vê yekê jê re nivîsa jinberdanê binivîse, bixe destê wê, ji mala xwe derxe
û piştre jinik bi zilamekî din re bizewice.
Paşê ew mêr jî jê hez neke, jê re nivîsa jinberdanê binivîse, bixe destê wê û ji mala xwe derxe –yan jî mêrê ku wê ji xwe re aniye, bimire–
wê gavê mêrê wê yê berê careke din nikare pê re bizewice. Çimkî jinik qirêj bûye. Ev di çavê Xudan de kirêt e. Li welatê ku Xwedayê te Xudan bi milkî dide te, sûc nede kirin.
“Heke zilamek nû zewicî be wê neçe şer û tu peywir lê neyê barkirin. Wê salekê li malê bimîne û jina xwe şa bike.
“Ne aş û ne jî berê êş bi gerewî bistîne. Bi vê yekê tu jiyana mêrik bi gerewî distînî.
“Heke kesek bê dîtin ku Îsraêliyekî din birevîne, wekî koleyekî pê re bide û bistîne, divê ew rêbir bê kuştin. Bi vî awayî tê xerabiyê ji nav xwe rakî.
“Hay jê hebin ku nexweşiya çerm belav nebe. Her emrê ku kahinên Lêwiyî hînî we kiriye, baş pêk bînin. Emrên ku ez li wan dikim baş pêk bînin.
Tişta Xwedayê we Xudan di rêwîtiya ji Misrê de bi Miryamê kir bînin bîra xwe.
“Gava te tiştekî bi deyn da cîranê xwe, tê nekevî mala wî ku tiştekî di ber wê de gerew bistînî.
Tê li derve bisekinî, kesê te bi deyn dayê, wê ji bo we tiştê gerew bîne derve.
Heke ew kes bindest be, heta gerewa wî di destê te de be, tê nekevî nav nivînan.
Gava roj diçe ava, tê esse gerewa te jê standiye lê vegerînî. Wê bi ebayê xwe razê û ji bo te dua bike. Wî çaxî wê ev yek, li pêş Xwedayê te Xudan ji te re wekî rastiyê bê hesibandin.
“Çi ji birayên te, çi jî, ji xerîbekî li bajarên welatê we dijî, tê keda bindest û hejaran nexwî ku bi pere karê te dikin.
Ji ber ku ew bindest e û hewcedarê pera ye, tê heqê wî, di eynî rojê de, beriya ku roj here ava, bidiyê. Yan na wê li dijî te ji Xudan re bike hewar û tê sûcdar bî.
“Wê bav ji ber gunehên kuran neyên kuştin û kur jî, ji ber gunehên bavan neyên kuştin. Herkes wê ji bo gunehê xwe bê kuştin.
“Tê heqê xerîb û sêwiyan nedî xwarin. Tê cilên jinebiyan bi gerewî nestînî.
Tê bi bîr bînî ku tu li Misrê kole bûyî û Xwedayê te Xudan tu rizgar kirî. Li ser vê yekê ez vî emrî li te dikim.
“Gava tu berê zeviyê xwe hildî, heke te li nav zevî qevdek ji bîr kiribe, ji bo standina wê venegere. Wê ji xerîb, sêwî û jinebiyan re bihêle ku Xwedayê te Xudan di her keda destê te de, te bereket bike.
Gava te li darzeytûnan xist û berhev kir, ji bo ya mayî venegere. Wê ji xerîb, sêwî û jinebiyan re bihêle.
Gava tu çûyî ser rezên xwe, ji bo ya mayî venegere. Wê ji xerîb, sêwî û jinebiyan re bihêle.
Bi bîr bîne ku tu li welatê Misrê kole bûyî. Loma ez li te emir dikim ku tu wiha bikî.
“Gava di nav zilaman de doz hebe û ew herin dîwanê, wê dadger li dozê binêrin û kesê bêsûc paqij derînin û kesê sûcdar ceza bikin.
Heke kesê sûcdar lêdanê heq kiribe, wê dadger emir bide ku wî dirêj bikin û li ber wî, li gorî xerabiya kiriye lê bixin.
Divê çil derb lê bê xistin û zêdetir nebe. Heke ji çilî zêdetir be, wê birayê te di çavê te de kêm bibe.
“Tê devê gayê gêrê dike girê nedî.
“Heke bira bi hev re rûnin, yek ji wan bimire û kurê wî tunebe, wê jina yê mirî ji derve, bi yekî xerîb re nezewice. Wê birayê mêrê wê nêzîkî wê bibe, wê ji xwe re bîne û jê re wezîfeya xwe ya tiyîtiyê pêk bîne.
Wê kurê pêşî yê ku wê jinik bîne, bi navê birayê mirî cihê wî bigire û navê yê mirî ji gelê Îsraêl ranebe.
Lê heke zilam nexwaze bi jina birayê xwe ya bî re bizewice, wê jina birayê wî here dergehê bajêr, pêşberî rîspiyan û bêje: ‘Tiyê min naxwaze li gelê Îsraêl navê birayê wî berdewam bike. Ew naxwaze wezîfeya xwe ya tiyîtiyê ji bo min pêk bîne.’
Wê rîspiyên bajêr gazî wî bikin û pê re bipeyivin. Heke ew bêje: ‘Ez naxwazim wê bînim,’
wê gavê wê li pêşberî rîspiyan jina birayê wî were ba wî, ji lingê wî çaroxa wî derîne, tifî rûyê wî bike û bêje: ‘Li zilamê ku naxwaze mala birayê xwe ava bike wiha tê kirin.’
Wê navê wî li welatê Îsraêl bi awayê ‘Mala ku çaroxa wan derxistin’ belav bibe.
“Heke du zilam bi hev re şer bikin, jina yekî nêzîk bibe û ji bo ku mêrê xwe ji destê yê ku lê dixe rizgar bike, destê xwe dirêj bike û bi dera şermê ya mêrê din bigire,
tê destê jinikê jêkî. Tê li ber wê nekevî.
“Wê di tûrikê te de du kevirên giraniyê tunebin ku yek ji wan giran û ya din jî sivik e.
Wê li mala te du pîvanên cuda tunebin ku yek jê mezin û ya din biçûk e.
Wê kevirên te yên giraniyê rast û kamil, pîvana te jî rast û kamil be ku li axa Xwedayê te Xudan dide te, emrê te dirêj be.
Çimkî her kesê tiştên wiha û neheqiyê dike, ji Xwedayê te Xudan re kirêt e.
“Tişta Emalêqiyan di rêwîtiya ji Misrê de anî serê te bi bîr bîne.
Gava tu bêhal û westa bûyî, wan di rê de êrîşî karwên kir û her kesê bêtaqet ên li paş mayî kuştin. Ji Xwedê netirsiyan.
Dema Xwedayê te Xudan li welatê ku bi milkî dide te de, gava ji hemû dijminên derdora te rihetî da te, wê gavê tê bîranîna Emalêqiyan ji bin ezmanan rakî. Vê ji bîr neke.
“Gava hûn herin welatê ku Xwedayê we Xudan bi milkî dide we, hûn wî ji xwe re bikin milk û lê rûnin,
hûnê ji hemû berê pêşî yê axa Xwedayê te Xudan dide we bicivînin û bixin selikekê. Piştre hûnê herin dera ku wê Xwedayê we Xudan ji bo navê wî tê de be hilbijêre.
Hûnê herin ba kahinê wê demê û bêjin: ‘Îro ez ji Xwedayê te Xudan re eşkere dikim. Ez hatim welatê wî ji bav û kalên me re sond xwariye ku bide me.’
Gava kahin selikê ji destê we hilde û li ber gorîgeha Xwedayê we Xudan deyne erdê,
hûnê li ber Xwedayê xwe Xudan bêjin: ‘Bavkalê min koçerekî Aramî bû. Ew bi hejmareke kêm çû Misrê û bi xerîbî ma. Li wir ew bû miletekî zêde, mezin û hêzdar.
Misriyan bi me re xerabî û eziyet kirin. Wan bi zorê karê giran bi wan da kirin.
Me ji Xwedayê bavkalên xwe Xudan re kir hewar û Xudan dengê me bihîst. Wî derd, bindestî û tengasiya me dîtin.
Xudan bi destê hêzdar û zendê dirêjkirî, bi kirinên mezin û tirsdar û bi nîşan û kerametan em ji Misrê deranîn.
Wî em anîn vê derê. Wî ev welatê ku şîr û hingiv jê diherike da me.
Ya Xudan, niha min berê pêşî yê axa ku te da me anî.’ Hûnê selikê deynin hizûra Xwedayê xwe Xudan û li ber Xwedayê xwe Xudan herin ser çokan.
Hûnê, tevî Lêwiyî û xerîbên di nav we de rûnin, bi hemû qenciya ku Xwedayê we Xudan bi we û bi maliyên we dike, şa bibin.
“Di sala sisêyan de, di sala veqetandina dehyekê de, çaxê we cudakirina tevahiya dehyekê qedand, hûnê wê bidin Lêwiyî, xerîb, sêwî û jinebiyan ku wê li bajarên we bixwin û têr bibin.
Hûnê li ber Xwedayê xwe Xudan bêjin: ‘Çawa te li min emir kir, min tiştên pîroz ji mala xwe derxist û ew dan Lêwiyî, xerîb, sêwî û jinebiyan. Ez ji emrên te derneketim û min ew ji bîr nekirin.
Gava ez di şînê de bûm min jê nexwar, gava ez qirêjî bûm min jê dernexist. Min ji miriyan re jî pêşkêş nekir. Çawa ku te li min emir kir, min kir. Min guh da dengê Xwedayê xwe Xudan.
Ji warê xwe yê pîroz, ji ezmanan li jêr binêre, gelê xwe Îsraêl û çawa ku te ji bav û kalên me re sond xwar ev welatê ku şîr û hingiv jê diherike da me, pîroz bike.’
“Îro Xwedayê we Xudan li we emir dike ku hûn van qanûn û rêbazan pêk bînin. Hay jê hebin ku hûn bi hemû dilê xwe û bi hemû canê xwe pêk bînin.
We îro eşkere kir ku Xwedayê we Xudan e, hûnê di riyên wî de bimeşin, qanûn, emir û rêbazên wî pêk bînin û guhdariya dengê wî bikin.
Îro Xudan, li gorî soza dabû we, eşkere kir ku hûn gelê wî bi xwe ne. Loma hûnê hemû emrên wî pêk bînin.
Erê Xwedayê we Xudan li gorî soza dabû we eşkere kir ku wê bi pesindan, navdarî û berziyê we derxe ser hemû miletên ku afirandine ku hûn miletekî ji Xwedayê xwe Xudan re pîroz bin.”
Mûsa û rîspiyên gelê Îsraêl li gel emir kir û ji wan re got: “Hemû emrên îro ez li we dikim pêk bînin.
Roja hûn ji Çemê Şerîayê derbasî welatê ku Xwedayê we Xudan dide we bûn, hûnê ji bo xwe keviran biçikînin û wan kils bikin.
Çawa ku Xwedayê bavkalên we Xudan soz daye we, gava hûn herin welatê Xwedayê we Xudan dide we, ew welatê ku şîr û hingiv jê diherike, hûnê li ser wan keviran hemû gotinên vê Şerîetê binivîsin.
Çaxê hûn ji Çemê Şerîayê derbas bûn, çawa ku ez îro li we emir dikim, hûnê van keviran li Çiyayê Êvalê biçikînin û wan kils bikin.
Hûnê li wir ji Xwedayê xwe Xudan re ji keviran gorîgehekê çêkin û hûnê li ser wan amûrên hesin bi kar neyînin.
Hûnê gorîgeha Xwedayê xwe Xudan ji kevirên neqewirandî çêkin û li ser wê ji Xwedayê xwe Xudan re qurbanên şewitandinê pêşkêş bikin.
Hûnê qurbanên aştiyê serjê bikin û li wir, li hizûra Xwedayê xwe Xudan şa bibin û wan bixwin.
Hûnê li ser keviran, bi awayekî zelal hemû gotinên vê Şerîetê binivîsin.”
Piştre Mûsa û kahinên Lêwiyî ji hemû gelê Îsraêl re got: “Gelê Îsraêl, hiş be û guh bide. Hûn îro bûn gelê Xwedayê xwe Xudan.
Hûnê guh bidin dengê Xwedayê xwe Xudan, emir û qanûnên wî yên îro ez li we dikim, pêk bînin.”
Wê rojê Mûsa li gel emir kir û got:
“Çaxê hûn ji Çemê Şerîayê derbas bûn, eşîrên ku wê ji bo pîrozkirina gel li Çiyayê Gerizîmê bisekinin ev in: Şimûn, Lêwî, Cihûda, Îssexar, Ûsiv û Binyamîn.
Eşîrên ku wê ji bo naletkirinê li Çiyayê Êvalê bisekinin ev in: Rûbên, Gad, Aşêr, Zevûlon, Dan û Neftelî.
Wê Lêwiyî bi dengekî bilind ji tevahiya gelê Îsraêl re wiha bêjin:
“‘Nalet li wî kesî ku pûtên rijandî û qewirandî yên ji destê hosteyekî dide çêkirin û bi dizî diçikîne ku ji Xudan re kirêt e.’ Bila hemû gel bêje: ‘Amîn!’
“‘Nalet li wî kesî ku dê û bavê xwe kêm dibîne.’ Bila tevahiya gel bêje: ‘Amîn!’
“‘Nalet li wî kesî ku cihê sînorê cîranê xwe diguherîne.’ Bila tevahiya gel bêje: ‘Amîn!’
“‘Nalet li wî kesî ku mirovê kor ji rê averê dike.’ Bila hemû gel bêje: ‘Amîn!’
“‘Nalet li wî kesî ku heqê xerîb, sêwî û jinebiyan dixwe.’ Bila hemû gel bêje: ‘Amîn!’
“‘Nalet li wî kesî ku bi jina bavê xwe re radize. Çimkî wî nivîna bavê xwe qirêj kiriye.’ Bila hemû gel bêje: ‘Amîn!’
“‘Nalet li wî kesî ku bi heywanekî re radize.’ Bila hemû gel bêje: ‘Amîn!’
“‘Nalet li wî kesî ku bi xwişka xwe re radize ku ji bav an ji diya wî ye.’ Bila hemû gel bêje: ‘Amîn!’
“‘Nalet li wî kesî ku bi xesûya xwe re radize.’ Bila hemû gel bêje: ‘Amîn!’
“‘Nalet li wî kesî ku bi bêbextî li cîranê xwe dixe.’ Bila hemû gel bêje: ‘Amîn!’
“‘Nalet li wî kesî ku ji bo kuştina kesekî bêsûc bertîlê distîne.’ Bila hemû gel bêje: ‘Amîn!’
“‘Nalet li wî kesî ku gotinên vê Şerîetê nake û pêk nayîne.’ Bila hemû gel bêje: ‘Amîn!’
“Heke hûn baş guhê xwe bidin dengê Xwedayê xwe Xudan û hemû emrên wî yên ku îro ez li we dikim pêk bînin, wê Xwedayê we Xudan we ji hemû miletên dinyayê bilindtir bike.
Heke hûn guhdariya dengê Xwedayê xwe Xudan bikin, wê tevahiya van bereketan bi ser we de were û we dorpêç bike:
“Tê li bajêr û zeviyê bêyî bereketkirin.
“Wê berê bedena te, berê axa te, berê heywanên te, golikên dewarên te, karik û berxikên pezê te bên bereketkirin.
“Wê selika te û teşta te ya hevîrê bê bereketkirin.
“Gava bikevî hundir, gava derkevî derve jî tê bêyî bereketkirin.
“Wê Xudan dijminên te yên li dijî te rabûne li ber te bide şikandin. Wê di riyekê de derkevin pêşiya te, lê wê di heft riyan de ji ber te birevin.
“Wê li embarên te û her keda destê te de, wê Xudan bereketê bide te. Wê Xwedayê te Xudan li welatê ku ew dide te, te bereket bike.
“Heke tu emrên Xwedayê xwe Xudan pêk bînî û di riyên wî de bimeşî, çawa ku Xudan ji te re sond xwariye, wê te bike miletekî pîroz û ava bike.
Wê hemû gelên dinyayê bibînin ku ew gel tu yî ku bi navê Xudan gazî te dikin. Loma wê ji te bitirsin.
Li welatê ku Xudan ji bav û kalên te re sond xwar û da te, wê Xudan te bigihîjîne firehiyê û wê berê bedena te, berê heywanên te û berê axa te zêde be.
Wê Xudan ezmanan ango xezîneya xwe ya qenciyê ji te re veke ku baranê di wextê xwe de bide û hemû keda destê te bereket bike. Tê bi deyn bidî gelek miletan, lê bi deyn nestînî.
Heke tu guhdariya emrên Xwedayê xwe Xudan ên ku îro ez ji te re dibêjim baş pêk bînî, wê Xudan te neke dûvik, lê bike serî. Tê ne di binî de, lê tenê di serî de bî.
Heke ji emrên îro ez li te dikim bi milê çep û rastê ve averê nebî û li pey îlahan neçî, tê wisa bî.
“Lê heke hûn guh nedin dengê Xwedayê xwe Xudan, heke hûn hemû emir û qanûnên wî yên ez îro li we emir dikim pêk neyînin, wê tevahiya van naletan bi ser we de bên û we dorpêç bike:
“Tê li bajêr û zeviyê bêyî naletkirin.
“Wê selika te û teşta te ya hevîrê bê naletkirin.
“Wê berê bedena te, berê axa te, golikên dewarên te, karik û berxikên pezê te bên naletkirin.
“Gava bikevî hundir, gava derkevî derve jî tê bêyî naletkirin.
“Ji ber ku te bi her karê destê xwe yên xerab dev ji Xudan berda, heta tu helak û tune bî, wê Xudan naletê, tirsa mezin û neserketinê bi ser te de bîne.
Wê Xudan bike ku kul li ser te bimîne û te ji welatê ku ji bo tu ji xwe re bikî milk heriyê, biqedîne.
Wê Xudan bi weremê, bi tayê, bi kêmê, bi kelakela germê, bi xelayê, bi bayê beriyê, bi kifikê li te bixe û heta tu tune bibî, wê ev li pey te werin.
Wê ezmanên li ser serê te bibin tûnc, axa di bin te de jî bibe hesin.
Wê Xudan barana welatê te bike toz û heta tu tune bî, wê tenê xwelî ji ezmanan bi ser te de bibare.
“Wê Xudan te li ber dijminên te bide şikandin. Tê di riyekê de derkevî pêşiya wan, lê tê di heft riyan de ji ber wan birevî. Tê ji bo hemû padîşahiyên dinyayê bibî mijareke sawê.
Wê cendekên te ji hemû teyrên ezmanan û heywanên erdê re bibin xurek. Wê tu kes wan ji ser te nede revandin.
Wê Xudan bi kunêrên Misrê, kunêrên din, xur û gurîtî li te bixe û wê ev nexweşî baş nebin.
Wê Xudan te bi dînîtî, korîtî û şaşbûnê ceza bike.
Çawa ku kesên kor di tariyê de bi dest û lepan bimeşin, tê nava rojê wisa bimeşî û di riyên xwe de bi ser nekevî. Wê herdem zor li te bê kirin, tê bêyî şelandin û wê tu kes te rizgar neke.
“Tê bi keçikekê re dergistî bî lê wê zilamekî din pê re razê. Tê xanî ava bikî lê tê de rûnenî. Tê rez deynî lê berê wî nexwî.
Wê li ber çavê te gayê te bê serjêkirin lê tê jê nexwî. Wê kerê te li ber te bê şelandin lê wê li te venegere. Wê dewarên te bidin dijminên te lê wê tu kes te rizgar neke.
Li ber çavê te wê kur û keçên te bidin miletekî din. Tê her roj bêriya wan bikî, lê wê ronahî di çavê te de nemîne û wê tiştek ji destê te neyê.
Wê miletekî ji bo te nenas berê axa te û hemû keda te bixwe. Wê herdem zor li te bê kirin û tê bêyî şikandin.
Ji ber ya ku te bi çavên xwe dîtiye, tê dîn bibî.
Wê Xudan ji serê te heta binê lingê te bi kunêrên xerab li te bixe ku şifa jê re tuneye.
“Wê Xudan te û padîşahê ku te daniye ser serê xwe, bajo nav miletekî ku tu û bav û kalên te nizanin. Tê li wir xulamiya îlahên darîn û kevirîn bikî.
Di nav miletên ku wê Xudan te bajo nav wan de, ji ber tişta hatiye serê te, tê bibî mijar û meseloka sawê û tinazkirinê.
“Tê gelekî tov bireşînî zeviyê, lê kêm hilînî. Çimkî wê kulî bixwin.
Tê rezan deynî û bikezixînî, lê tê ne şerabê vexwî, ne jî tirî berhev bikî. Çimkî wê kurm lê bixe.
Wê li seranserê welatê te darzeytûn hebin, lê tê zeytê li xwe nedî. Çimkî wê berê zeytûnên te bikeve bin daran.
Wê kur û keçên te hebin, lê wê ne li ba te bin. Çimkî wê bên sirgûnkirin.
Wê kulî hemû darên te û berê axa te bixwin.
“Wê xerîbên nav te ji te gelekî bilindtir bin û bi ser te bikevin, lê tê gelekî nizim bibî.
Wê bi deyn bidin te, lê tê bi deyn nedî wan. Wê bibin serî, lê tê bibî dûvik.
“Wê tevahiya van naletan bên ser te, heta tu helak bibî wê bidin pey te û bigihîjin te. Çimkî te guhdariya dengê Xwedayê xwe Xudan nekir, te emir û qanûnên da te, pêk neanîn.
Wê ev nalet, wekî nîşan û kerametan her û her li ser te û ziriyeta te bimînin.
Ji ber ku te ji bo zêdebûna her tiştî bi kêf û şahî xulamiya Xwedayê xwe Xudan nekir,
tê ji dijminên ku Xudan bi ser te şandin re, bi tîbûnê, birçîbûnê, tazîbûnê û bi nebûna her tiştî xulamiyê bikî. Heta ew te helak bike, wê nîrê hesin li ser stûyê te be.
“Wê Xudan ji dûrî, ji binê dinyayê miletekî ku tu ji zimanê wî fêm nakî, wekî teyrê baz bi ser te de bîne.
Wê miletekî zalim were ku li ber rîspiyan nakeve û dilê wî bi zarokan naşewite.
Heta ew te helak bike, wê berê heywanên te û berê axa te bixwe. Heta ew te tune bike, wê dexil, şeraba nû û zeyt, karik û golikên heywanên te, karik û berxikên pezê te nehêle.
Heta dîwar û sûrên bilind ên ku tu pê ewle yî hilweşin, wê te di hemû bajarên te de dorpêç bike. Wê li seranserê welêt, li hemû bajarên te, te dorpêç bike ku Xwedayê te Xudan dane te.
“Di bin vê dorpêça ku dijminê tu xistî tengasiyê de, tê berê bedena xwe, goştê kur û keçên xwe yên ku Xwedayê te Xudan daye te, bixwî.
Wê çavê mirovê herî nazik û nazdar ê nav te jî li dijî birayê xwe, li dijî jina paşila xwe û li dijî zarokên xwe yên mayî xerab be.
Di vê dorpêça ku dijmin li hemû bajarên te tu xistî tengasiyê de, wê ew kes ji ber nebûna her tiştî, goştê zarokên xwe bixwe û bi kesî re parve neke.
Jina herî nazik û nazdar a ku ji nazikî û nazdariya xwe hîn nebûye binê lingê xwe deyne erdê, wê bi çavekî xerab li mêrê paşila xwe, kur û keça xwe binêre.
Wê çav berde navik û zarokên ji zikê wê hatine. Çimkî ji ber nebûna her tiştî û tengasiya dorpêça dijmin a li ser bajarên te, wê wan bi dizî bixwe.
“Heke tu hemû gotinên vê Şerîetê yên di vê nivîsê de hatine nivîsandin pêk neyînî û ji navê Xwedayê xwe Xudan ê bi rûmet û heybet netirsî,
wê Xudan bi belayên tirsdar û bêdawî û bi nexweşiyên giran û bêdawî li te û li ziriyeta te bixe.
Wê hemû nexweşiyên Misrê yên tu jê ditirsî vegerîne ser te û wê li ser te bimînin.
Heta tu helak bibî, wê Xudan her nexweşî û belayên ku di vê Nivîsa Şerîetê de nenivîsandine jî bîne serê te.
“Tevî ku hûn bi qasî stêrên ezmanan zêde jî bûn, hûnê kêm bibin. Çimkî te guh neda dengê Xwedayê xwe Xudan.
Wê wisa bibe ku çawa Xudan bi qenckirin û zêdekirina we şa bû, wê di tunekirin û helakirin we de jî ewqas şa bibe. Hûnê ji ser wê axa ji bo ku ji xwe re bikin milk diçinê, bên rakirin û avêtin.
“Wê Xudan te ji serê dinyayê heta binê dinyayê di nav hemû gelan de belav bike. Tê li wir xulamiya îlahên dar û keviran bikî ku tu û bav û kalên te nizanin.
Tê di nav wan miletan de rihetiyê nebînî. Wê ji bo binê lingê te cihê bêhnvedanê tunebe. Wê Xudan li wir dilekî tirsonek, çavên bêhêvî û canekî çilmisî bide te.
Wê jiyana te bi tayekî ve girêdayî be. Tê bi şev û roj bitirsî û bi jiyana xwe ewle nebî.
Ji ber tirsa dilê xwe û tiştên çavê te dibîne, serê sibê tê bêjî: ‘Xwezî êvar bûya!’ û êvarê jî tê bêjî: ‘Xwezî serê sibê bûya!’
Di wê riya ku min ji te re got tê careke din nebînî de, wê dîsa Xudan te bi gemiyan vegerîne Misrê. Tê xwe ji dijminên xwe re wekî xulam û xadiman derxî ber firotinê, lê kesê te bikire wê tunebe.”
Ji xeynî peymana Xudan ku li Horêvê bi gelê Îsraêl re çêkiribû, gotinên peymana wî li welatê Moavê li Mûsa emir kiribû ev in:
Mûsa gazî hemû Îsraêliyan kir û ji wan re got: “We bi çavên xwe dît ku Xudan li welatê Misrê çi anî serê Firewn, karmendên wî û welatê wî.
We bi çavên xwe ew ceribandinên mezin, nîşan û kerametên mezin dîtin.
Lê heta îro Xudan dilê dizane, çavê dibîne û guhê dibihîze neda we.
Wî got: ‘Min hûn çil salan li beriyê da meşandin. Kincên we û çaroxa lingên we kevin nebûn.
We nan nexwar, mey an şerab venexwar. Min ev kir ku hûn bizanibin Xwedayê we Xudan ez im.’
“Çaxê em hatin vê derê, Sîhonê Padîşahê Heşbonê û Ogê Padîşahê Başanê rabûn û şerê me kir, lê me ew têk birin.
Me welatê wan stand û bi milkî da eşîra Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe.
Ji bo ku hûn di her tiştî de bi ser bikevin, hay jê hebin ku hûn gotinên vê peymanê pêk bînin.
“Îro hûn hemû li hizûra Xwedayê xwe Xudan disekinin –serekên we, serekên eşîrên we, rîspî û karmendên we, hemû zilamên gelê Îsraêl,
zarok û jinên we, xerîbên di konên we de dimînin ku darên we dibirin û ava we dikişînin–
ku hûn bikevin peymana Xwedayê xwe Xudan ku bi sondê bi we re dike.
Îro wê we wekî gelê xwe kifş bike û ji we re bibe Xudan, çawa ku ji we re soz da û ji bav û kalên we, Îbrahîm, Îshaq û Aqûb re sond xwariye.
Ez vê peymanê, bi sondê ne tenê bi we yê ku îro li vir, li hizûra Xwedayê xwe Xudan disekinin re çêdikim,
ez bi kesên ku îro ne li vir in re jî çêdikim.
“Hûn bi xwe dizanin ku em li welatê Misrê çawa rûniştin û çawa em di nav miletên din re derbas bûn.
We kirêtiyên wan û pûtên kirêt ên darîn û kevirîn, zêrîn û zîvîn dîtin ku di nav wan de ne.
Hay ji xwe hebin ku îro di nav we de, mêr an jin, eşîr an binemal tunebe ku ji bo xulamiya îlahên van miletan, dilê wî ji Xwedayê we Xudan averê dibe. Bila di nav we de koka jehrî û tehlbûnê tunebe.
“Bila tu kesê ku gotinên vê sondê dibihîze, xwe pîroz neke û di dilê xwe de nebêje: ‘Tevî ku ez li gorî fikra xwe tevdigerim jî, ez di aştiyê de me.’ Bi vî awayî wê her kes tune bibe.
Wê Xudan nexwaze kesekî wiha bibexişîne. Wê hêrs û xîreta Xudan wekî dûyê li dijî wî bilind bibe û hemû naletên di vê nivîsê de hatiye nivîsandin bên serê wî. Wê Xudan navê wî ji ser rûyê erdê rake.
Wê Xudan li gorî hemû naletên peymanê ku di vê Nivîsa Şerîetê de hatine nivîsandin, hemû eşîrên Îsraêl ji bo belayê veqetîne.
“Nifşê bê, kurên we yên ku wê piştî we rabin û xerîbên ku wê ji welatên dûr bên, wê belayên vî welatî û nexweşiyên ku Xudan ew pê nexweş kirine bibîne.
Wê tevahiya welêt bi xwê û kukurdê bişewite. Wê tov neyê avêtin, şitil nede û şînahî nebe. Wê wekî Sodom, Gomora, Adma û Sevoyîmê bibe ku Xudan ew bi hêrs û xezeba xwe serobino kirin.
Wê hemû milet bêjin: ‘Çima Xudan ev yek anî serê vî welatî? Ev hêrsa mezin çima rabû?’
“Wê bersiv wiha be: ‘Wan peymana Xwedayê bav û kalên xwe Xudan xera kir ku dema wî ew ji welatê Misrê deranîn bi wan re çêkiribû.
Wan xulamiya îlahan kir û li ber wan deverû çûn erdê ku wan nas nedikirin û Xudan wekî par nedabû wan.
Loma hêrsa Xudan li dijî vî welatî rabû û hemû naletên di vê nivîsê de nivîsandine hat ser wan.
Xudan bi hêrs û xezeba mezin ew ji welatê wan hildan û avêtin welatekî din, wekî ew îro dibin.’
“Tiştên veşartî yên Xwedayê me Xudan in, lê tiştên hatin eşkerekirin her û her ên me û yên zarokên me ne ku em hemû gotinên vê Şerîetê pêk bînin.
“Çaxê tevahiya van tiştan, ev nalet û bereketên ku min danî ber we hat serê we, heke hûn di nav miletên ku Xwedayê we Xudan hûn belav kirin de bi bîr bînin,
li Xwedayê xwe Xudan vegerin û çawa ku ez îro li we emir dikim, hûn û kurên xwe bi hemû dilê xwe û bi hemû canê xwe guhdariya dengê wî bikin,
wê gavê wê Xwedayê we Xudan we vegerîne firehiya we ya berê, li ber we bikeve û ji nav hemû miletên ku hûn di nav wan de belav bûne, dîsa bide hev.
Heke hûn heta binê ezmanan jî hatibin sirgûnkirin, wê Xwedayê we Xudan we ji wê derê bide hev û vegerîne.
Wê Xwedayê we Xudan we bîne welatê ku bav û kalên we ji xwe re kiriye milk û hûnê wê derê ji xwe re bikin milk. Wê qenciyê bi we bike û hûnê ji bav û kalên xwe zêdetir bin.
Ji bo ku hûn bi hemû dilê xwe û bi hemû canê xwe ji Xwedayê xwe Xudan hez bikin, wê Xwedayê we Xudan dilê we û dilê ziriyeta we sinet bike ku hûn bijîn.
Wê Xwedayê we Xudan tevahiya van naletan bîne ser neyar û dijminên ku eziyet li we kirine.
Hûnê careke din guh bidin dengê Xudan û tevahiya van emrên ku îro ez li we dikim pêk bînin
û wê Xwedayê we Xudan we di hemû keda destê we de; di berê bedena we, berê heywanên we û berê axa we de, bi zêdebarî bereket bike. Çimkî çawa ku Xudan bi qenckirina bavkalên we şa bûbû, wê bi qenckirina we jî şa bibe.
Lê divê hûn guh bidin dengê Xwedayê xwe Xudan. Divê hûn bi hemû dilê xwe û bi hemû canê xwe li Xwedayê xwe Xudan vegerin û van emir û qanûnên di vê Nivîsa Şerîetê de hatine nivîsandin pêk bînin.
“Bi rastî ev emir ku ez îro li te dikim ji bo te ne zor û ne jî dûr e.
Ew ne li ezmanan e ku tê bêjî: ‘Wê kî ji bo me derkeve ezmanan û ji bo me bîne ku em bibihîzin û pêk bînin?’
Ew ne ji deryayê wêdetir e ku tê bêjî: ‘Wê kî ji bo me here wî aliyê deryayê û ji bo me bîne ku em bibihîzin û pêk bînin?’
Ev peyv gelekî nêzîkî te ye. Ew li ser devê te û di dilê te ye ku tê pêk bînî.
“Binêre, îro ez jiyan û qenciyê, mirin û xerabiyê datînim ber te.
Îro ez li te emir dikim ku tu ji Xwedayê xwe Xudan hez bikî, di riyên wî de bimeşî, emir, qanûn, rê û rêbazên wî pêk bînî ku tu bijî, zêde bî û wê Xwedayê te Xudan li welatê ji bo ku ji xwe re bikî milk tu diçiyê, te bereket bike.
“Lê heke dilê we bizivire û tu guhdarî nekî, bêyî xapandin, biperizî îlahan û xulamiya wan bikî,
ez îro ji te re dibêjim, tê esse tune bibî. Li welatê ku tê ji Çemê Şerîayê derbas bibî ku ji xwe re bikî milk, wê emrê te dirêj nebe.
“ Îro li dijî te erd û ezman şahid in ku ez jiyan û mirinê, bereket û naletê datînim ber te. Loma jiyanê hilbijêre ku tu tevî ziriyeta xwe bijî.
Ji Xwedayê xwe Xudan hez bike, guhdariya dengê wî bike û pê ve girêdayî bimîne. Çimkî jiyana te ew e. Wisa bike ku li axa Xudan ji bav û kalên te re, ji Îbrahîm, Îshaq û Aqûb re sond xwar ku bide wan, emrê te dirêj bibe.”
Gava Mûsa ev gotin ji hemû gelê Îsraêl re qedandin,
wî ji wan re got: “Îro ez sed û bîst salî me. Ji niha û pê ve êdî ez nikarim rêberiya we bikim. Bi ser de jî Xudan ji min re got: ‘Tê ji Çemê Şerîayê derbas nebî.’
Wê Xwedayê we Xudan li pêşiya we derbas bibe û van miletan li ber we tune bike. Hûnê wan biqewitînin. Çawa ku Xudan got, wê Yêşû li pêş we derbas bibe.
Çawa ku Xudan Sîhon û Ogê padîşahên Amoriyan û welatê wan tune kirin, wê heman tişt bîne serê van miletan.
Wê Xudan wan bide destê we û hûnê her tiştê ku min li we emir kir, ji wan re bikin.
Hêzdar û wêrek bin, netirsin û neşikên. Çimkî yê ku bi te re here, Xwedayê te Xudan e. Wê te bernede û nehêle.”
Mûsa gazî Yêşû kir û li ber çavê hemû Îsraêliyan jê re got: “Hêzdar û wêrek be. Çimkî tê bi vî gelî re herî wî welatê ku Xudan ji bav û kalên wan re sond xwaribû û soz dabû wan. Tê bixwe welêt bi milkî bidî wan.
Yê ku li pêş te diçe Xudan e. Wê bi te re be, wê te bernede û nehêle. Netirse û neşikê.”
Mûsa ev Şerîet nivîsî û da kahinan –ku Lêwiyî bûn û Sindoqa Peymanê hildigirtin– û hemû rîspiyên Îsraêliyan.
Mûsa li wan emir kir û got: “Di dawiya her heft salan de, di sala bexişandina deynan de, di Cejna Holikan de,
çaxê tevahiya gelê Îsraêl hat hizûra Xwedayê we Xudan, li dera ku wê hilbijêre, hûnê vê Şerîetê ji wan re bixwînin ku bi guhên xwe bibihîzin.
Gel bicivînin! Divê mêr, jin, zarok û xerîbên li bajêr dijîn bibihîzin, tirsa Xwedayê we Xudan hîn bibin û hemû gotinên vê Şerîetê baş pêk bînin.
Zarokên wan ên ku bi vê Şerîetê nizanin jî divê bibihîzin û hîn bibin, di tevahiya dema hûn li welatê hûnê ji Çemê Şerîayê derbas bibin, ji xwe re bikin milk û rûnin de, ji Xwedayê xwe Xudan bitirsin.”
Xudan ji Mûsa re got: “Va ye roja mirina te nêzîk bû. Gazî Yêşû bike. Hûn li Konê Hevdîtinê werin bisekinin, ezê wî peywirdar bikim.” Mûsa û Yêşû çûn û li Konê Hevdîtinê sekinîn.
Xudan li kon, di stûna ewran de xuya bû. Stûna ewran li ser deriyê kon sekinî.
Xudan ji Mûsa re got: “Di nêzîk de tê bigihîjî bav û kalên xwe. Wê gavê wê ev gel rabe îlahên xerîb ên di nav wan de bihebîne, îlahên welatê ku herinê. Wê dev ji min berdin û peymana ku min bi wan re kiriye xera bikin.
Wê rojê wê hêrsa min li dijî wan rabe. Ezê wan berdim û rûyê xwe ji wan veşêrim. Wê bên daqurtandin. Wê gelek xerabî û tengasî bên serê wan û wê rojê wê bêjin: ‘Ji ber ku Xwedayê me ne bi me re ye, ev xerabî têne serê me.’
Ji ber hemû xerabiya ku berê xwe daye îlahan, ezê wê rojê esse rûyê xwe ji wan veşêrim.
“Niha ji bo xwe vê stranê binivîsin û hînî Îsraêliyan bikin. Bixin devê wan ku ev stran li ba wan şahidiya min bike.
Çimkî çaxê ez wan bînim welatê şîr û hingiv jê diherike ku min ji bav û kalên wan re sond xwaribû û ew têr û bibereket bûn, wê berê xwe bidin îlahan û xulamiya wan bikin. Wê min kêm bibînin û peymanê xera bikin.
Îcar gava gelek xerabî û tengasî hatin serê wan, wê ev stran li ba wan şahidiyê bike. Çimkî wê ji devên ziriyeta wan neyê jibîrkirin. Hê beriya ku ez wan bînim vî welatê ku min ji wan re sond xwaribû, min dizanibû çi pîlan dikin.”
Wê rojê Mûsa ev stran nivîsî û hînî Îsraêliyan kir.
Xudan li Yêşûyê kurê Nûn emir kir û got: “Hêzdar û wêrek be. Çimkî tê gelê Îsraêl bibî welatê ku min bi sond da û ezê bi te re bim.”
Çaxê Mûsa bi tevahî gotinên vê şerîetê di nivîsê de nivîsî,
wî ev emir da Lêwiyiyên ku Sindoqa Peymana Xudan hildigirtin:
“Vê Nivîsa Şerîetê hildin û deynin kêleka Sindoqa Peymana Xwedayê xwe Xudan. Bila ew li wê derê wekî şahid li hember te bimîne.
Çimkî ez bi serhişkiya we dizanim. Hê îro ez sax û di nav we de me hûn li dijî Xudan radibin, piştî mirina min ka hûnê çiqasê din serhildêr bin.
Hemû rêber û rîspiyên eşîrên xwe li ba min bicivînin ku bi guhên xwe bibihîzin, ez van peyvan ji wan re bêjim. Wê erd û ezman şahidiya we bikin.
Çimkî ez dizanim piştî mirina min hûnê bi tevahî dilxerab bibin û ji wê riya min li we emir kiriye averê bibin. Di rojên pêş de wê xerabî bên serê we, çimkî hûnê tiştên di çavê wî de xerab in bikin. Hûnê bi kirinên destê xwe, Xudan hêrs bikin.”
Mûsa tevahiya peyvên vê stranê, ji hemû civaka Îsraêl re xwend.
“Ezmano, guh bide! Ezê bêjim. Erdo, gotinên devê min bibihîze!
Bila hînkirina min wekî baranê dilop bike, Gotina min wekî xunavê bikeve, Bila wekî barana nerm bi ser çêrê ve, Wekî taviyê bi ser giyê ve bê.
Ezê navê Xudan bidim bihîstin. Belê pesnê mezinahiya Xwedayê me bidin.
Ew zinar e, karê wî kamil e, Hemû riyên wî adil in. Ew Xwedayê dilsoziyê ye, neheqiyê nake, Ew rast û dirust e.
Ev nifşê xwar û jirêderketî, Pê re dilsoz nema. Ew ne zarokên wî ne Û ev qisûra wan e.
Ya gelê bêaqil û ne şehreza! Ma bergîdana Xudan wiha tê dayîn? Ma ew ne bavê ku tu afirandî, Çêkirî û ava kirî?
Rojên berê bînin bîra xwe, Li ser salên qedîm bifikire. Ji bavê xwe bipirse, wê ji te re bêje, Ji kalan bipirse, wê ji te re eşkere bikin.
Gava Yê Herî Berz mîrasa miletan parve kir Û mirov ji hev veqetandin. Wî sînorên miletan, Li gorî hejmara kurên Îsraêl danî.
Çimkî para Xudan gelê wî ye Û ziriyeta Aqûb mîrasa wî ye.
“Wî ew li çoleke ziwa, Li beriyeke dinale dît. Wî ew rapêça, meyla wî kir, Wekî bîbika çavê xwe ew parast.
Wekî teyrekî ku hêlîna xwe şiyar dike Û baskên xwe bi ser têjikên xwe ve ditikîne, Wî baskên xwe dirêj kirin, ew hildan Û li ser baskên xwe ew hilgirtin.
Tenê Xudan rêberiya wî kir, Îlahekî xerîb li ba wî nebû.
“Wî ew li ser bilindciyên dinyayê gerand, Wî bi berê zeviyê ew têr kir. Bi hingivê ku ji qelîştokên zinaran diherike, Bi zeyta zinaran ew xweyî kir.
Wî ji nivişkê dewêr û şîrê pêz, Ji bezê berx û beranan, Conegayên Başanê û nêriyan, Tevî genimê herî baş xwar. Erê, te ji xwîna tirî şeraba bijare vexwar.
“Yeşûrûn xurt bû û zîtik avêt. Ew xurt û qelew bû, Wî bez girê da. Wî dev ji Xwedayê ku ew çêkiriye berda, Wî tinazên xwe bi Zinarê xwe kir.
Wan bi pûtên xerîb xîreta min bilind kir, Bi kirêtiyan ew hêrs kir.
Wan ji cinan re, lê ne ji Xwedê re, Ji îlahên nenas re qurban serjê kirin Ku di demên dawî de derketine Û bav û kalên wan ji wan neditirsiyan.
Erê te Zinarê ku tu çêkirî ji bîra xwe deranî, Te Xwedayê tu afirandî ji bîr kir.
“Xudan ev dît û ew red kirin, Çimkî kur û keçên wî ew hêrs kir.
Wî got: ‘Ezê rûyê xwe ji wan veşêrim, Ezê bibînim, ka wê çawa be dawiya wan, Çimkî ew nifşekî jirêderketî ne, Zarokên ne dilsoz in.’
Wan bi tiştên ne Xwedê ne, Bi pûtan xîreta min bilind kir. Ezê jî bi kesên ku ne gel in wan bihesidînim, Bi miletekî ehmeq wan hêrs bikim.
Ji hêrsa min agirek pêket, Heta binê diyarê miriyan dişewitîne. Ew dinyayê û berê wê dixwe, Ew bingeha çiyayan dişewitîne.
“‘Ezê xerabiyê bi ser wan de bînim, Tîrên xwe li dijî wan bavêjim.
Wê xelaya diqeline, nexweşiya dadiqurtîne Û belaya dijwar bên ser wan. Ezê diranên cinawiran Û jehra marên di nav tozê de dişêlin Bi ser wan de bişînim.
Wê li derve şûr wan bêzarok bihêle, Wê li hundir tirs û saw, xort û keçan, Zarokê berşîr û pîrên rîspî bigire.
Pêşî min got: Ezê wan tarûmar bikim, Ezê bîranîna wan ji nav mirovan rakim.
Paşê li ser tinazên dijmin ez fikirîm. Bila dijmin şaş fêm nekira Û negota: Yê ku ev tişt kirin ne Xudan e, Em bi xwe bi ser ketin!’
“Ew miletekî bêşîret e, Fêmdarî pê re tuneye.
Xwezî biaqil bûna û ev yek fêm bikirana Û li ser dawiya xwe têgihiştî bûna.
Heke Zinarê wan ew nefirota, Heke Xudan ew neda dest, Çawa zilamekî hezar kesan diqewitandin Û du kesan deh hezar didan revandin?
Çimkî zinarê wan ne wekî Zinarê me ye, Çawa ku dijminê me jî pê dizane.
Çimkî mêwa wan ji mêwa Sodomê ye, Ji zeviyên Gomorayê ye. Tiriyê wan tiriyê jehrê ye, Gûşiyên wan tehl in.
Şeraba wan jehra maran Û jehra dijwar a koremaran e.
“‘Ma min ev xerabî nenivîsîn? Ma ev di nav xezîneyên min de nehatin morkirin?
Çaxê lingên wan şemitîn, Tol ya min e, cezayê ez didim. Çimkî roja felaketa wan nêzîk e, Ya ku wê bê serê wan zû tê.’
“Wê Xudan gelê xwe rast derxe. Gava ew bibîne ku hêza wan diqede, Tu kesê ne azad ne jî girtî nemîne, Wê dilê wî bi xulamên wî bişewite.
Wê bêje: ‘Ka îlahên wan li ku ne? Ka ew zinarên ku we xwe spartibû wan
Ku bezê qurbanên we dixwar Û şeraba pêşkêşiyên rijandinê vedixwar? Bila ew rabin alîkariya we bikin, Bila li ser we bibin sitar.
“‘Bibînin ku ez, ez ew im, Ji xeynî min Xwedê tuneye! Ez dikujim, ez vedijînim, Ez birîndar dikim, ez sax dikim Û kesê ji destê min rizgar bike tuneye.
Ez destê xwe ber bi ezmanan ve hildidim Û dibêjim: Bi xatirê min ê herheyî,
Çaxê ez şûrê xwe yê birqavêj tûj bikim Û ji bo dadbarkirinê bidim destê xwe, Ezê ji dijminên xwe tolê hilînim, Bergîdana kesên ji min nefret dikin bidim.
Ezê tîrên xwe bi xwînê serxweş bikim, Wê şûrê min bi xwîna kesên kuştî û dîl, Bi serê serekên dijminan, bi goşt têr bibe.’
“Miletno, bi gelê wî re şa bibin! Çimkî wê heyfa xwîna xulamên xwe bistîne, Bi tolstandinê bergîdana dijminên xwe bide Û gunehê ax û gelê xwe bibexişîne.”
Mûsa bi Hoşêyayê kurê Nûn re hat û hemû gotinên vê stranê ji gel re got.
Piştî Mûsa ji tevahiya gelê Îsraêl re gotina vê stranê qedand,
ji wan re got: “Vê şerîeta ku ez îro pê we hişyar dikim bixin dilê xwe. Li zarokên xwe emir bikin ku ew hay ji hemû gotinên vê Şerîetê hebin û wan pêk bînin.
Ev ji bo we, ne tiştên vala ye, ev jiyana we ye. Li welatê hûnê di Çemê Şerîayê re derbas bibin ku ji xwe re bikin milk, wê emrê we pê dirêj bibe.”
Hema wê rojê Xudan ji Mûsa re wiha got:
“Hilkişe Çiyayê Neboyê yê li herêma çiyayî ya Evarîmê ku li welatê Moavê ye û li pêşberî Erîhayê ye. Welatê Kenanê yê ku ezê bi milkî bidim Îsraêliyan bibîne.
Çawa ku birayê te Harûn li Çiyayê Horê mir û gihîşt pêşiyên xwe, tê jî li çiyayê hilkişî ser, bimirî û bigihîjî bav û kalên xwe.
Çimkî hûn herdu jî li Beriya Zînê, li ava Merîva-Qadêşê, li ber çavê gelê Îsraêl bi min re nedilsoz bûn û we di nav gelê Îsraêl de ez pîroz nekirim.
Loma tê welêt ji dûrî ve bibînî, lê tê neçî wir. Tê nekevî welatê ez didim gelê Îsraêl.”
Mûsayê zilamê Xwedê, beriya mirina xwe gelê Îsraêl pîroz û bereket kir
û got: “Xudan ji Çiyayê Sînayê hat, Ji Çiyayê Seîrê li ser gelê xwe hilat. Ew li Çiyayê Paranê biriqî, Ew bi deh hezar pîrozan re hat, Di destê wî yê rastê de pêtên êgir hebûn.
Bi rastî, tu ji gelê xwe hez dikî, Hemû kesên pîroz di destê te de ne. Ew li ber lingên te rûdinin Û guh didin gotinên te.
Mûsa şerîet li me emir kir, Ew mîrasa civaka Aqûb bû.
Gava eşîrên Îsraêl û rîspiyên gel Li hev civiyan, Xudan li Yeşûrûnê padîşah bû.
“Bila Rûbên bijî û nemire, Bila hejmara zilamên wî kêm nebin.”
Wî ji bo Cihûda wiha got: “Ya Xudan, dengê Cihûda bibihîze Û wî dîsa bîne nav gelê wî. Wî bi destê xwe ji bo xwe şer kir, Li dijî dijminên wî, jê re bibe alîkar.”
Wî ji bo Lêwî wiha got: “Ya Xudan, bila Tûmmîm û Ûrîma te, Ji dilsozê te re be Ku te li Massayê ew ceriband Û li ava Merîvayê pê re devjenî kir.
Wî ji bo dê û bavê xwe got: ‘Ez wan nahesibînim.’ Wî birayên xwe nas nekirin Û zarokên xwe nizanibû. Lê wî gotina te kir Û bi peymana te re girêdayî ma.
Wê emrên te hînî ziriyeta Aqûb, Şerîeta te hînî Îsraêliyan bike. Wê li hizûra te bixûr, Li gorîgeha te qurbanên şewitandinê bi tevahî pêşkêş bike.
Ya Xudan, hemû hebûna wî bereket bike Û ji karên destê wî razî be. Tu pişta kesên li dijî wî radibin Û jê nefret dikin bişikêne Ku careke din, ranebin ser xwe.”
Wî ji bo Binyamîn wiha got: “Bila hezkiriyê Xudan Li ba wî, bi ewlehî bijî. Ew tevahiya rojê li ser wî dinixême Û di hembêza xwe de dide rûniştandin.”
Wî ji bo Ûsiv wiha got: “Bila Xudan welatê wî, Bi xunava xweş a ji ezmanan, Bi avên kûr ên di bin de ne bereket bike.
Erê bila bi berê rojê yên xweş, Bi debara xweş ên mehê,
Bi berên herî baş ji çiyayên qedîm, Bi xweşiyên ji girên herheyî,
Bi berên xweş ên dinyayê û tiştên tê de ne, Bi razîbûna yê di nav deviyê de rûdine, bereket bike. Bila hemû bi ser serê Ûsiv ve, Bi ser serekê ji birayan veqetiyayî ve bê.
Ew bi qasî gayekî nixurî rewnaq e. Qiloçên wî, wekî qiloçên boxeyekî ne. Wê heta binê dinyayê, Bi wan, gelan birîndar bike. Wisa ne deh hezarên Efrayîm, Wisa ne hezarên Minaşşe.”
Wî ji bo Zevûlon wiha got: “Zevûlono, bi çûyîna xwe, Îssexaro, bi konên xwe şa be!
Wê gelan gazî çiyê bikin, Wê li wir qurbanên adil pêşkêş bikin. Çimkî wê bi zêdehiya deryayan, Bi xezîneyên di sêlakê de veşartî têr bin.”
Wî ji bo Gad wiha got: “Yê ku sînorên Gad fireh dike pîroz be, Ew wekî şêrekî li wir rûdine, Mil û serî perçe dike.
Wî ya herî bijare, ji bo xwe hilbijart. Li wir para serweriyê hatiye terxankirin. Çaxê serekên gel civiyan, Wî rastî û edaleta Xudan Ji bo gelê Îsraêl pêk anî.”
Wî ji bo Dan wiha got: “Dan ferxê şêr e Ku ji Başanê dipengize.”
Ji bo Neftelî wiha got: “Nefteliyo! Yê ku bi keremê têr e Û bi bereketa Xudan tije ye! Rojava û başûr ji xwe re bike milk.”
Wî ji bo Aşêr wiha got: “Bila di nav kuran de yê herî bibereket Aşêr be! Di nav birayan de yê herî maqûl be Û lingê wî di nav rûn de be.
Wê zirzeyên dergehên te ji hesin û tûnc bin, Bila emrê te wekî hêza te be.”
“Yeşûrûno, yê wekî Xwedê tuneye! Tenê ew li ezmanan û li ewran siwar bûye Ku alîkariya te bike.
Xwedê herdem sitargeh e, Tu li ser zendên wî yên herheyî yî. Wî li ber te dijmin qewitandin Û got: ‘Wan tune bike!’
Loma wê Îsraêl di ewlehiyê de rûne, Wê kaniya Aqûb bêasteng be. Wê li welatê dexil û şeraba nû bimîne, Wê ezman li ser wî dilopên xunavê bibarîne.
Ya gelê Îsraêl, xwezî bi te! Ma kî heye wekî te? Tu ew gel î ku ji aliyê Xudan ve hatiye rizgarkirin. Ew ji te re mertalê parastinê û şûrê rewnaq e. Wê dijminên te li ber te biçûk bin, Tê jî wan biperçiqînî.”
Piştre Mûsa ji deştên Moavê hilkişiya Çiyayê Neboyê û derket serê Pîsgayê ku li pêşberî Erîhayê ye. Xudan tevahiya welêt nîşanî wî da; ji welatê Daniyan heta Gîladê,
tevahiya axa Nefteliyiyan, welatê Efrayîmî û Minaşşeyiyan, hemû welatê Cihûdayiyan heta Derya Spî,
Negev û Deştê –ku herêma Erîhaya Bajarê Xurmeyan e– û ji wir heta Soarê.
Xudan jê re got: “Ev welat ew e ku min ji Îbrahîm, Îshaq û Aqûb re sond xwar û got: ‘Ezê bidim ziriyeta te.’ Min ew bi çavên te nîşanî te da, lê belê tê neçî wê derê.”
Li ser fermana devê Xudan, Mûsayê xulamê Xudan li wir, li welatê Moavê mir.
Ew li newaleke welatê Moavê, li pêşberî Bêtpeorê hat veşartin. Lê heta îro jî kes cihê gora wî nizane.
Gava Mûsa mir sed û bîst salî bû. Ne çavê wî qels, ne jî hêza wî kêm bûbû.
Gelê Îsraêl li deştên Moavê, sî rojan şîna Mûsa kir. Paşê rojên şîn û girîna Mûsa temam bûn,
Yêşûyê kurê Nûn bi ruhê şehrezayî tije bû. Çimkî Mûsa destê xwe danîbû ser wî. Çawa ku Xudan li Mûsa emir kiribû, gelê Îsraêl guhdariya Yêşû dikir.
Ji wê rojê vir ve, li welatê Îsraêl pêxemberekî wekî Mûsa yê ku Xudan rû bi rû pê re dipeyivî ranebû.
Xudan ew şandibû ku ew li welatê Misrê ji Firewn, karmendên wî û tevahiya welatê wî re nîşan û kerametan pêşkêş bike.
Mûsa li ber çavê tevahiya gelê Îsraêl kirinên hêzdar û tirsdar kirin.
Piştî mirina Mûsayê xulamê xwe, Xudan ji xizmetkarê Mûsa, Yêşûyê kurê Nûn re got:
“Xulamê min Mûsa mir. Niha rabe û bi tevahiya gel re Çemê Şerîayê derbas bike û here wî welatê ku ez didim gelê Îsraêl.
Çawa ku min soz daye Mûsa, her cihê binê piyê we lê bikeve, ezê bidim we.
Wê ji beriyê heta herêma çiyayî ya Lubnanê, ji Çemê Mezin ê Feratê bigire –tevahiya welatê Hîtîtiyan jî di nav de– wê aliyê rojava heta Derya Spî bibe sînorên we.
Wê di hemû rojên jiyana te de tu kes li dijî te ranebe, çawa ku ez bi Mûsa re bûm, wisa jî ezê bi te re bim. Ezê te bernedim û nehêlim.
Hêzdar û wêrek be. Çimkî diyarê ku min ji bav û kalên wan re sond xwar ku ezê bidim wan, tê wan bibî wî welatê ku ji xwe re bikin milk.
Tenê hêzdar û wêrek be. Hay jê hebe ku tu tevahiya Şerîeta xulamê min Mûsa li te emir kir, pêk bînî. Ji wê bi milê çep û rastê ve averê nebe ku li her dera tu diçî de bi ser bikevî.
Divê ev Nivîsa Şerîetê ji devê te nekeve, ji bo ku tu bi baldarî ya ku tê de hatiye nivîsandin pêk bînî, tê bi şev û roj li ser wê kûr bifikirî. Wî çaxî wê riya te vebe û tê bi ser bikevî.
Ma min ji te re negot hêzdar û wêrek be? Netirse û neşikê. Çimkî li her dera ku tu bimeşî, Xwedayê te Xudan bi te re ye.”
Yêşû emir da peywirdarên gel û ji wan re got:
“Di nav artêşgehê de bigerin, emir bidin gel û bêjin: ‘Ji bo xwe xurek amade bikin. Çimkî ji bo hûn welatê ku Xwedayê we Xudan dide we ji xwe re bikin milk, sê roj paşê hûnê di Çemê Şerîayê re derbas bibin.’”
Yêşû ji eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe re got:
“Gotina ku Mûsayê xulamê Xudan li we emir kir bi bîr bînin ku digot: ‘Wê Xwedayê we Xudan vî welatî bide we û we bigihîne rihetiyê.’
Wê jinên we, zarokên we û heywanên we li rojhilatê Çemê Şerîayê bimînin ku wî ew ax da we. Îcar hûn, hemû mêrxasên şervan bi çekên xwe, beriya birayên xwe çêm derbas bikin.
Çawa ku Xudan rihetî daye we, gava bide wan û ew jî axa ku Xwedayê we Xudan dide wan, ji xwe re bikin milk, hûnê ji wan re bibin alîkar. Wî çaxî hûnê vegerin ser axa xwe û ji xwe re bikin milk. Çimkî Mûsayê xulamê Xudan ev axa li rojhilatê Çemê Şerîayê daye we.”
Wan ji Yêşû re got: “Her tiştê ku tu li me emir bikî, emê bikin. Tu me bişînî ku derê, emê herin wir.
Me çawa di her tiştî de guhdariya Mûsa kir, emê wisa jî guhdariya te bikin. Tenê bila Xwedayê te Xudanê ku bi Mûsa re bû, bi te re be jî.
Tu çi emir bikî, her kesê guh nede gotina te û li dijî emrên te rabe, wê bê kuştin. Tenê tu hêzdar û wêrek be.”
Yêşûyê kurê Nûn, ji Şîttîmê bi dizî du sixûr şandin û ji wan re got: “Herin welêt, bi taybetî li Erîhayê binêrin.” Ew jî bi rê ketin û çûn mala fahîşeyeke ku navê wê Rahav bû û wê şevê li wê derê man.
Wan ji Padîşahê Erîhayê re wiha got: “Îşev hinek Îsraêlî hatin ku li ser welatê me lêkolînê bikin.”
Li ser vê yekê Padîşahê Erîhayê, ji Rahavê re xeber şand û got: “Zilamên li mala te dimînin derxe derve. Çimkî ew hatine li ser tevahiya welêt lêkolînê bikin.”
Rahava ku herdu zilam veşartibûn, got: “Rast e, du zilam hatibûn ba min, lê min nizanibû ji ku bûn.
Gava tarî ket erdê û dergehê bajêr li ber girtinê bû, çûn. Ez nizanim ew çûn ku derê. Zû bidin pey wan, hûnê bigihîjin wan.”
Ya rast jinikê ew derxistibûn ser xênî û bi gurzikên kitanên ser xênî ew veşartibûn.
Zilamên padîşah heta bihorên Çemê Şerîayê ketibûn pey şopa wan. Piştî ew ji bajêr derketibûn, dergeh hatibû girtin.
Beriya ku ew razên, jinik rabû çû ser xênî ba wan.
Ji wan re got: “Ez dizanim ku Xudan welat daye we. Tirs û sawa we ketiye ser me hemûyan. Hemû şêniyên welêt ji tirsa we dihelin.
Çimkî me bihîst gava hûn ji Misrê derketin, çawa Xudan ava Derya Sor li ber we ziwa kir û we bi çi awayî li rojhilatê Çemê Şerîayê, Sîhon û Ogê padîşahên Amorî bi tevahî tune kirin.
Gava me bihîst, dilê me heliya. Ji ber we êdî bi tu kesî re derman nema. Çimkî Xwedayê we Xudan hem li jor li ezmanan, hem jî li jêr li ser rûyê erdê Xwedê ye.
Niha ez ji we lava dikim, bi navê Xudan sond bixwin, madem min qencî bi we kir, hûn jî qenciyê bi mala bavê min bikin. Nîşaneke dilsoziyê bidin min
ku hûnê bavê min, diya min, birayên min, xwişkên min û hemû kesên wan sax bihêlin û canên me ji mirinê rizgar bikin.”
Zilaman jê re got: “Heke hûn ya ku em dikin eşkere nekin, bila canê me di ber we de be. Gava Xudan ev welat da me, emê dilsozî û dilovaniya xwe nîşanî te bidin.”
Xaniyê Rahavê di nav sûrên bajêr de bû, loma wê ew bi werîs ji pencereyê daxistin.
Wê ji wan re got: “Herin herêma çiyayî! Yan na kesên dane pey we, wê we bibînin. Heta ew vegerin sê rojan li vir xwe veşêrin. Piştre bi riya xwe ve herin.”
Zilaman jê re got: “Emê sonda ku me ji te re xwar pêk bînin.
Lê gava em ketin welêt, divê tu vî tayê sor bi pencereya ku te em jê daxistin ve girê bidî. Tê bavê xwe, diya xwe, birayên xwe û hemû maliyên bavê xwe li mala xwe bicivînî.
Çi kesê ku ji deriyê malê derkeve derve, wê bibe sedema mirina xwe û emê bêrî bin. Lê wê xwîna wî kesî li ser me be ku bi te re li malê dimîne û zirarek tê serî.
Heke tu vê kirina me eşkere bikî, emê jî, ji sonda xwe ne berpirsiyar bin.”
Jinikê got: “Bila bi gotina we be.” Wê ew bi rê kirin û oxira xêrê li wan kir. Piştre jî tayê sor bi pencereyê ve girê da.
Zilam rabûn hilkişiyan herêma çiyayî û heta kesên dabûn pey wan zivirîn, sê rojan li wir man. Kesên dabûn pey wan bi tu awayî ew nedîtin.
Herdu zilam ji bo vegerin ji herêma çiyayî berjêr bûn, Çemê Şerîayê derbas kirin û çûn ba Yêşûyê kurê Nûn. Hemû tiştên hatine serê wan jê re gotin.
Wan ji Yêşû re got: “Xudan bi rastî jî tevahiya welêt da destê me. Dilê hemû şêniyên welêt li ber me ji tirsa heliya.”
Yêşû serê sibê zû rabû, bi tevahiya gelê Îsraêl re ji Şîttîmê derket û hat ber Çemê Şerîayê. Wan pêşî çem derbas kir û wê şevê li wir man.
Dawiya roja sisêyan peywirdar li seranserê artêşgehê geriyan.
Wan li gel emir kir û got: “Gava we dît kahinên Lêwiyî Sindoqa Peymana Xwedayê we Xudan hilda û bir, hûn jî rabin û bidin pey.
Bi vî awayî hûnê riya xwe nas bikin. Çimkî hûn berê di vê riyê re qet derbas nebûne. Herwiha nêzîkî Sindoqa Peymanê nebin. Bila di navbera we û wê de bi qasî du hezar gazan dûrahî hebe.”
Yêşû ji gel re got: “Xwe pîroz bikin, çimkî wê sibê di nav we de Xudan kerametan bike.”
Yêşû ji kahinan re got: “Sindoqa Peymanê hildin û bidin pêşiya gel.” Bi vî awayî wan sindoq rakir û danî pêşiya gel û meşiyan.
Di vê navberê de Xudan ji Yêşû re wiha got: “Ji îro pê ve ezê te li ber çavê tevahiya gelê Îsraêl mezin bikim. Wê bizanibin ku çawa ez bi Mûsa re bûm, wisa jî bi te re me.
Tê li kahinên ku Sindoqa Peymanê hildigirin emir bikî û bibêjî: ‘Çaxê hûn hatin ber keviya Çemê Şerîayê, di avê de bisekinin.’”
Yêşû ji gelê Îsraêl re got: “Nêzîk bibin û guh bidin gotinên Xwedayê xwe Xudan.”
Wî berdewam kir û got: “Hûnê bi vê yekê bizanibin ku Xwedayê Jîndar di nav we de ye û wê bi rastî ji pêş we Kenanî, Hîtîtî, Hîwî, Perîzzî, Gîrgaşî, Amorî û Yevûsiyan biqewitîne:
Sindoqa Peymana Rebê tevahiya dinyayê, wê li pêş we Çemê Şerîayê derbas bike.
Niha ji hemû eşîrên Îsraêl, ji her eşîrekê kesekî hilbijêrin.
Gava binê lingên kahinên Sindoqa Xudanê ku Rebê tevahiya dinyayê ye hildigirin, pê li ava Çemê Şerîayê bikin, wê ava ji jor tê bê birin û li cihekî kom bibe.”
Gava gel konê xwe da hev ku ji Çemê Şerîayê derbas bibe, kahinên ku Sindoqa Peymanê hildigirin li pêş bûn.
–Wekî tê zanîn Çemê Şerîayê di dema çandin û dirûtinê de bilind dibe û keviyan dide ber xwe.– Gava kahinên ku sindoq hildigirin hatin ber çêm û lingên wan ket avê,
ava ji jor ve diherikî sekinî, ji dûr ve li bajarê Adamê, nêzîkî Saretanê li cihekî kom bû. Ava ku diherikî Gola Eravayê –Gola Xwê – bi tevahî hat birîn. Gel ji pêşberî Erîhayê çem derbas kir.
Gava tevahiya gelê Îsraêl Çemê Şerîayê derbas dikir, kahinên ku Sindoqa Peymana Xudan hildigirin, li erdê ziwa yê di nîvê çêm de sekinî. Bi vî awayî tevahiya milet çemê ziwa derbas kir.
Piştre tevahiya gel Çemê Şerîayê derbas kir, Xudan ji Yêşû re wiha got:
“Ji her duwanzdeh eşîrên Îsraêl, ji her eşîrekê kesekî ji nav gel hilbijêrin.
Li wan emir bikin û bêjin: ‘Ji vir, ji nav Çemê Şerîayê, ji dera ku lingên kahinan sekinîbûn, duwanzdeh keviran hildin, bi xwe re bibin û wan deynin dera hûnê şevê lê derbas bikin.’”
Bi vî awayî Yêşû gazî duwanzdeh zilaman kir ku her yekî ji wan ji eşîreke Îsraêl hatibû hilbijartin.
Yêşû ji wan re got: “Herin nav Çemê Şerîayê, pêşiya Sindoqa Peymana Xwedayê me Xudan û li gorî hejmara eşîrên Îsraêl, her yek ji we kevirekî deyne ser milê xwe.
Bila ev ji bo we nîşanek be. Sibê wê zarokên we ji we re bêjin: ‘Ev çi kevir in?’
Wî çaxî hûnê ji wan re bêjin: ‘Çemê Şerîayê li ber Sindoqa Peymana Xudan hat birîn. Erê gava Sindoqa Peymanê derbas dibû, av hat birîn. Ev kevir wê her û her ji bo gelê Îsraêl bîranîna vê yekê bin.’”
Çawa ku Yêşû emir kir, gelê Îsraêl wiha kir. Çawa ku Xudan ji Yêşû re gotibû, Îsraêliyan li gorî hejmara eşîrên xwe, ji nav Çemê Şerîayê duwanzdeh kevir hildan û bi xwe re birin dera ku wê şeva xwe derbas bikin û li wir kom kirin.
Herwiha Yêşû di nava Çemê Şerîayê de, li cihê ku lingên kahinên Sindoqa Peymanê hildigirin disekinîn, duwanzdeh kevir daçikandin. Ev kevir îro jî li wê derê ne.
Heta her tişta Xudan li Yêşû emir kiribû ku ji gel re bêje pêk hat, kahinên sindoq hildigirin di navenda çêm de sekinîn. Her tişta ku Mûsa li Yêşû emir kiribû pêk hat. Gel jî yekser çêm derbas kir.
Piştî ku tevahiya gel çem derbas kir, Sindoqa Xudan û kahin ketin pêşiya gel.
Çawa ku Mûsa li wan emir kiribû, eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe bi çekên xwe hatin pêşiya gelê Îsraêl.
Kêm û zêde çil hezar mirovên çekdar, ji bo şer li pêş Xudan hatin deştên Erîhayê.
Wê rojê Xudan Yêşû di çavê hemû gelê Îsraêl de mezin kir. Çawa ku di tevahiya emrê Mûsa de wan qedir da wî, wisa jî qedir da Yêşû.
Xudan ji Yêşû re gotibû:
“Li kahinên ku Sindoqa Şahidiyê hildigirin emir bike ku ji Çemê Şerîayê derkevin.”
Yêşû li kahinan emir kiribû û gotibû: “Ji Çemê Şerîayê derkevin.”
Bi vî awayî kahinên ku Sindoqa Peymana Xudan hildigirin ji nav Çemê Şerîayê derketin û gava binê lingên wan li erdê ziwa ket, ava çêm wekî berê herikî û kevî dan ber xwe.
Di roja dehê meha pêşî de gel Çemê Şerîayê derbas kir û li Gîlgala li herêma rojhilatê Erîhayê kon veda.
Yêşû, duwanzdeh kevirên ku ji Çemê Şerîayê hildabû li Gîlgalê daçikandin.
Wî ji gelê Îsraêl re got: “Sibê wê zarokên we bibêjin: ‘Ev çi kevir in?’
Wî çaxî hûnê ji wan re bibêjin: ‘Gelê Îsraêl di Çemê Şerîayê re, di dera ziwa re derbas bû.
Çawa ku Xwedayê we Xudan heta ku me Derya Sor derbas kir, ew der ziwa kir, wisa jî Xwedayê we Xudan heta me Çemê Şerîayê derbas kir, ew der jî ziwa kir.
Bi vî awayî bila hemû gelên dinyayê bizanibin destê Xudan hêzdar e û hûn jî hergav ji Xwedayê xwe Xudan bitirsin.’”
Gava hemû padîşahên Amorî yên li rojavayê Çemê Şerîayê û hemû padîşahên Kenaniyên li ber Derya Spî bihîst ku Xudan heta ku Îsraêlî derbas bûne ava çêm ziwa kiriye, dilê wan heliya. Ji ber tirsa Îsraêliyan ziravê wan qetiya.
Wê gavê Xudan ji Yêşû re got: “Ji bo xwe, ji kevir kêran çêke û Îsraêliyan wekî berê sinet bike.”
Bi vî awayî Yêşû rabû ji xwe re ji kevir kêr çêkirin û li Gîvat-Eralotê Îsraêlî sinet kirin.
Sedema ku Yêşû ew sinet kirin ev bû: Hemû mêrên Îsraêlî yên ji Misrê derketibûn, hemû şervanên wan, piştî ku ji Misrê derketibûn, di rêwîtiya beriyê de miribûn.
Hemû mêrên ji Misrê derketibûn sinetbûyî bûn, lê kesên ku piştî derketina ji Misrê di rêwîtiya beriyê de hatin dinyayê sinet nebûbûn.
Çil salan, heta ku tevahiya gel û şervanên ji Misrê derketibûn mirin, Îsraêlî li beriyê geriyan. Wan guhdariya dengê Xudan nekir û Xudan sond xwar ku wê welatê ku şîr û hingiv jê diherike û ji bav û kalên me re soz dabû ku wê bide me, nîşanî wan nede.
Xudan li cihê wan, zarokên wan mezin kirin û Yêşû ew zarok sinet kirin. Çimkî zarok di rê de sinet nebûbûn.
Loma hemû mêr hatin sinetkirin û heta birînên wan baş bûn li artêşgehê man.
Xudan ji Yêşû re got: “Min şerma koletiya Misrê îro ji ser we rakir û gêr kir.” Loma heta îro jî, ji wê derê re Gîlgal tê gotin.
Gava gelê Îsraêl li Gîlgala li Deştên Erîhayê kon vedabû ango di êvara çardehê mehê de, Cejna Derbasbûnê pîroz kir.
Wan heta êvara din ango di nava rojekê de, ji berê welêt, nanê şikeva û simbilên qelandî xwarin.
Piştî ku wan ji berê welêt xwar, dotira rojê man qut bû. Ji ber ku man qut bû gelê Îsraêl wê salê berê welatê Kenanê xwar.
Gava Yêşû nêzîkî Erîhayê bû, serê xwe rakir û dît, yekî ku şûrê xwe kişandiye li pêşiya wî disekine. Yêşû çû ba wî û jê re got: “Tu ji me yî yan ji dijmin î?”
Wî got: “Ne yek im jî, ez fermandarê artêşa Xudan im. Nû hatim.” Yêşû deverû çû erdê, perizî û got: “Ezbenî, emrekî te li xulamê te heye?”
Fermandarê artêşa Xudan ji Yêşû re got: “Çaroxa xwe ji piyên xwe derxe. Çimkî cihê tu pê lê dikî, pîroz e.” Yêşû bi ya wî kir.
Dergehên Erîhayê ji ber gelê Îsraêl, bi awayekî zexim hatibûn girtin. Ne kes diket hundir, ne jî derdiket.
Xudan ji Yêşû re got: “Va ye, min Erîhayê, padîşah û mêrxasên wir da destê te.
Hûn kesên şervan li dora bajêr bigerin. Ji bo şeş rojan, wê hemû şervan carekê li dora bajêr bimeşin.
Wê heft kahinên ku heft boriyên qiloçên beranan hildidin li pêş sindoqê herin. Di roja heftan de hûnê heft caran li dora bajêr bimeşin û wê kahin li boriyê bixin.
Gava ew bi dirêjî li boriyên qiloçên beranan bixin, hema wê gavê wê tevahiya gel bi dengê bilind biqîre. Bi vî awayî wê sûrên bajêr di cihê xwe de hilweşin. Wî çaxî herkes ji dera ku tê de ye, wê bikeve bajêr.”
Yêşûyê kurê Nûn gazî kahinan kir û ji wan re got: “Sindoqa Peymanê hildin. Bila heft kahin li pêş Sindoqa Xudan heft boriyên qiloçên beranan hildin.”
Piştre ji gel re got: “Rabin, li dora bajêr bimeşin û bila çekdar bidin pêşiya Sindoqa Xudan.”
Çawa ku Yêşû ji gel re got, heft kahinên ku boriyên qiloçên beranan hildidan, li boriyê xist û da pêşiya Xudan. Sindoqa Peymana Xudan li pey wan çû.
Çekdaran da pêşiya kahinan ku li boriyê dixist. Gava wan li boriyê dixist, kesên paş jî da pey sindoqê.
Yêşû li gel emir kir û got: “Heta roja ku ez bêjim biqîrin, nekin gazî û qîrîn, bila gotinek jî, ji devê we dernekeve. Gava ez bêjim, hûnê wî çaxî biqîrin.”
Loma Sindoqa Xudan carekê li dora bajêr geriya. Piştre gel vegeriya artêşgehê û şeva xwe li wê derê derbas kir.
Dotira rojê Yêşû serê sibê zû rabû û kahinan Sindoqa Xudan hilda.
Heft kahinên ku boriyên qiloçên beranan hildidan, dabû pêşiya Sindoqa Xudan û li boriyê dixist. Gava wan li boriyê dixist, zilamên çekdar jî li pêşiya wan diçûn û kesên paş li pey Sindoqa Xudan diçûn.
Bi vî awayî roja diduyan carekê li dora bajêr geriyan û vegeriyan artêşgehê. Wan şeş rojan wiha kir.
Roja heftan ew serê sibê zû rabûn û heft caran li dora bajêr geriyan. Tenê wê rojê ew heft caran li dora bajêr geriyan.
Cara heftan, gava kahinan li boriyê xist, Yêşû ji gel re got: “Biqîrin, çimkî Xudan bajar da we.
Wê bajar û her tiştê tê de ji bo xerakirinê, ji Xudan re bên veqetandin. Wê tenê Rahava fahîşe û hemû kesên pê re ku di mala wê de ne, bijîn. Çimkî wê qasidên me veşartin.
Nabe hûn dest bidin tiştekî ku ji Xudan re hatiye veqetandin. Hay ji xwe hebin, heke hûn tiştekî hatiye veqetandin hildin, hûnê xerakirinê bi ser artêşgeha gelê Îsraêl de bînin û bixin tengasiyê.
Hemû zêr û zîv, tiştên tûnc û hesin ji Xudan re pîroz in. Wê herin xezîneya Xudan.”
Gel qîriya û kahinan li boriyê xist. Gava dengê boriyan bihîstin, gel hê bêtir qîriya û dîwar di cihê xwe de hilweşiyan. Wê gavê her kes ji dera ku tê de ye ket bajêr û bajar desteser kir.
Piştre her tiştê bajêr da ber şûran û bi tevahî tune kir; jin û mêr, xort û kal, ga, pez û keran.
Yêşû ji du kesên ku sixûriya welêt kir re got: “Herin mala fahîşê û çawa ku we jê re sond xwariye, wê û hemû maliyên wê derxin.”
Herdu sixûr ketin hundir û Rahav, bavê wê, diya wê, birayên wê, hemû maliyên wê û her tiştên wê anîn derve. Wan ew birin nêzîkî artêşgeha gelê Îsraêl.
Wan bajar û hemû kesên tê de şewitandin. Lê wan zêr û zîv û tiştên tûnc û hesin danîn xezîneya Mala Xudan.
Yêşû Rahava fahîşe, maliyên bavê wê û hemû maliyên wê sax hiştin. Jinik heta îro jî di nav gelê Îsraêl de rûdine. Çimkî wê qasidên Yêşû şandin ku sixûriya Erîhayê bikin, veşartibûn.
Piştre Yêşû sond xwar û got: “Kesê ku vî bajarî, Erîhayê ji nû ve ava bike, naleta Xudan lê be. Wê bi mirina kurê xwe yê mezin hîmê bajêr deyne û bi kuştina kurê xwe yê biçûk dergehên bajêr daçikîne.”
Xudan bi Yêşû re bû û nav û dengê wî li seranserê herêmê belav bû.
Lê Îsraêlî li ser tiştên ku ji Xudan re hatibûn veqetandin nedilsoz bûn. Ji eşîra Cihûda, Exanê kurê Karmiyê kurê Zavdiyê kurê Zerah, hinek tiştên hatibûn veqetandin hildan. Li ser vê yekê Xudan li gelê Îsraêl hêrs bû.
Yêşû ji Erîhayê mirov şandin bajarê Ayê, yê ku ji rojhilatê Bêt-Êlê û nêzîkî Bêtawenê ye. Wî ji wan re got: “Herin û sixûriya welêt bikin.” Ew çûn ku sixûriya Ayê bikin.
Gava ew vegeriyan ba Yêşû, wan jê re got: “Ne hewce ye ku tevahiya gel here. Bila du-sê hezar kes herin, êrîşî Ayê bikin. Ji ber ku Bila tevahiya gel heta wê derê neweste. Hejmara wan kêm e.”
Îcar sê hezar kesan êrîşî bajêr kir, lê ew ji ber gelê Ayê reviyan.
Ayiyan bi qasî sî û şeş Îsraêlî kuştin û ji ber dergehê bajêr heta Şevarîmê da pey wan. Wan li Îsraêliyên ku berjêr bûn û reviyan xistin û kuştin. Dilê wan ji tirsa heliya û bû av.
Yêşû kincên xwe çirandin. Heta êvarê ew û rîspiyên gelê Îsraêl li ber Sindoqa Xudan deverû diçûn erdê û xwelî li serê xwe dikirin.
Piştre Yêşû got: “Ya Reb Xudan! Ma te ev gel di Çemê Şerîayê re derbas kir ku me bidî destê Amoriyan û me tune bikî? Xwezî em ji halê xwe razî bûna û li wî aliyê Çemê Şerîayê bimana!
Ax Rebiyo! Piştî ku Îsraêlî ji ber dijminên xwe reviyan, ezê çi bêjim!
Gava Kenanî û hemû şêniyên welêt vê yekê bibihîzin, wê dor li me bipêçin û navê me ji rûyê erdê rakin. Gelo tê ji bo parastina navê xwe yê mezin çi bikî?”
Xudan ji Yêşû re got: “De rabe! Ji bo çi tu wisa deverû çûyî erdê?
Îsraêliyan guneh kir. Wan peymana min a ku min li wan emir kir binpê kir û ji tiştên ku hatibûn veqetandin birin. Wan hem dizî û hem jî hîlekarî kir. Ya ku dizîn di nav tiştên xwe de veşartin.
Ji ber vê yekê Îsraêlî li dijî dijminên xwe li ber xwe nadin. Ew pişta xwe didin dijmin û direvin, çimkî ew bûn wekî tiştên ji bo tunekirinê hatine veqetandin. Heke hûn tiştên ku hatine veqetandin ji nav xwe tune nekin, ezê êdî bi we re nebim.
Rabe! Gel pak bike û bêje: ‘Ji bo sibê xwe pak bikin. Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: Ya gelê Îsraêl! Di nav we de tiştên ku hatiye veqetandin hene, heta hûn tiştên ku hatine veqetandin ji nav xwe dernexin, hûnê nikaribin li dijî dijminên xwe li ber xwe bidin.’
Serê sibê hûnê li gorî eşîrên xwe herin pêş. Eşîra ku wê Xudan kifş bike, wê binemal bi binemal here pêş. Binemala ku wê Xudan kifş bike, wê mal bi mal here pêş. Ji mala ku wê Xudan kifş jî bike, wê mêrên malê herin pêş.
Ji ber ku wî peymana Xudan binpê kiriye û li welatê Îsraêl kirêtî kiriye, wê zilamê ku bi tiştên veqetandî hatiye girtin, bi her tiştê xwe re bê şewitandin.”
Yêşû serê sibê zû rabû û gelê Îsraêl li gorî eşîrên wî derxistin pêş. Ji nav wan eşîra Cihûdayê hat kifşkirin.
Wî binemalên Cihûdayê derxistin pêş û ji nav wan binemala Zerah hat kifşkirin. Gava Zerahî mal bi mal derketin pêş, mala Zavdî hat kifşkirin.
Gava Zavdî û zilamên mala wî hatin pêş, Exanê kurê Karmiyê kurê Zavdiyê kurê Zerahê Cihûdayî hat kifşkirin.
Yêşû ji Exan re got: “Lawo! Rabe Xwedayê Îsraêl Xudan birûmet bike û li xwe mikur were. Ji min re bêje ka te çi kiriye, ji min veneşêre.”
Exan ji Yêşû re got: “Rast e, kesê ku li dijî Xwedayê Îsraêl Xudan guneh kir, ez im. Ya ku min kir ev e:
Dema min ji nav talên xiftanek xweşik ê karê Şînarê, du sed şekel zîv û pariyek zêr ê ku giraniya wê pêncî şekel e dîtin, min çav berdayê û min ew birin. Niha ew di nav konê min de, di axê de veşartî ne. Zîv di binî de ye.”
Yêşû qasid şandin, ew jî bi lez çûn nava kon. Her tişt di konê wî de veşartî bû û zîv di binî de bû.
Wan ew ji kon derxistin anîn ba Yêşû û hemû gelê Îsraêl. Wan ew li hizûra Xudan li erdê raxistin.
Yêşû û hemû gelê Îsraêl, Exanê kurê Zerah, zîv, xiftan, pariyê zêr, kur û keçên wî, ga û kerên wî, pezê wî, konê wî û her tiştê wî hildan û anîn Deşta Exorê.
Yêşû got: “Te çima em xistin tengasiyê? Wê Xudan jî îro te bixe tengasiyê.” Piştre hemû gelê Îsraêl Exan da ber keviran. Wan her tiştên wî dan ber keviran û şewitandin.
Paşê wan li ser wî şikêreke keviran çêkir ku heta îro jî dimîne. Bi vî awayî hêrsa Xudan danî. Heta îro jî, ji wê derê re Deşta Exorê dibêjin.
Xudan ji Yêşû re got: “Netirse û neşikê. Rabe, hemû şervanan hilde û here bajarê Ayê. Va ye min Padîşahê Ayê, gel, bajar û welatê wî dan destê te.
Tiştê te anî serê Erîhayê û padîşahê wê, tê bînî serê Ayê û padîşahê wê jî. Tenê vê carê, hûn dikarin mal û heywanên wî ji bo xwe talan bikin. Li pişta bajêr kemîna xwe deynin.”
Yêşû hemû şervan amade kirin ku herin ser bajarê Ayê. Yêşû sî hezar şervan hilbijartin û ew bi şev şandin.
Wî li wan emir kir û got: “Hûnê li pişta bajêr kemîna xwe deynin. Gelekî dûrî bajêr nebin, hûn hemû hergav amade bin.
Ez û hemû gelê bi min re, emê nêzîkî bajêr bibin. Wekî cara berê, gava dijmin ji bajêr derket û da ser me, emê ji ber wan birevin.
Heta em dijmin ji bajêr dûr bixin, wê bide pey me. Wekî cara berê, wê dijmin bifikire ku em ji ber wan direvin. Lê gava em direvin,
hûnê ji kozik û çeperên xwe derkevin û bajêr desteser bikin. Wê Xwedayê me Xudan bajêr bide destê we.
Piştî we bajar stand, li gorî gotina Xudan, hûnê wî bişewitînin. Va ye, min li we emir kir.”
Yêşû ew şandin û ew jî ketin kemînê. Ew di navbera bajarên Bêt-Êl û Ayê de, li rojavayê bajarê Ayê ketin kozik û çeperan. Lê Yêşû wê şevê li ba gel ma.
Yêşû serê sibê zû rabû, gel da hev. Wî û rîspî da pêşiya gel û berê xwe da bajarê Ayê.
Hemû şervanên wî pê re çûn û nêzîkî bajêr bûn. Wan li bakurê bajêr artêşgeh ava kir. Di navbera wan û bajêr de newalek hebû.
Yêşû bi qasî pênc hezar zilam birin û ew di navbera Bêt-Êl û Ayê de, li rojavayê bajêr di kemînekê de danîn.
Piştre kesên li bakur artêşgeh ava kiribûn û kesên ku li rojavayê bajêr ketibûn kemînê, tevdîra xwe ya şer kir. Lê Yêşû wê şevê di newalê de meşiya.
Gava Padîşahê Ayê ev yek dît, serê sibê bi şêniyên bajêr re rabû. Ew çû dera pêşberî herêma Eravayê ku pêşwaziya Îsraêliyan bike. Lê padîşah nizanibû ku li pişt bajêr kemîn danîne.
Yêşû û hemû Îsraêlî, çawa ku beramberî wan şikestibin, ber bi beriyê ve reviyan.
Tevahiya gelê bajêr hat civandin ku bide pey wan. Gava wan da pey Yêşû, ew ji bajêr dûr ketin.
Tevahiya gelê bajarên Ayê û Bêt-Êlê da pey Îsraêliyan. Gava wan da pey Îsraêliyan, dergehên bajêr vekirî hiştin.
Xudan ji Yêşû re got: “Rima di destê xwe de ber bi aliyê Ayê ve bilind bike. Ez wê derê didim destê te.” Yêşû rima di destê xwe de ber bi aliyê bajêr ve bilind kir.
Çaxê wî destê xwe bilind kir, kesên di kemînê de ji cihê xwe rabûn, çûn û ketin bajêr. Wan bajar desteser kir û yekser agir berdayê.
Gava zilamên Ayê li pişt xwe zivirîn, dît ku dûyê bajêr heta ezmanan bilind dibe. Îsraêliyên ji ber wan reviyabûn jî zivirîn û da pey wan. Loma cihekî Ayî birevin nemabû.
Gava Yêşû û hemû kesên pê re dît ku kesên di kemînê de bajar stand, ew jî vegeriyan û wan êrîşî Ayiyan kir.
Kesên bajar standibû jî bi ser wan de hatin û Ayî ji herdu aliyan ve di navbera Îsraêliyan de man. Îsraêliyan ew kuştin, kesek ji wan sax nema.
Lê wan Padîşahê Ayê sax girt û anî ba Yêşû.
Paşê gelê Îsraêl hemû şêniyên Ayê ku li beriyê dabûn pey wan kuştin û tevahiya wan dan ber şûran, tevahiya gel vegeriya Ayê û kesên di bajêr de mabûn, dan ber şûran.
Hejmara jin û mêrên ku wê rojê ketin, duwanzdeh hezar kes bûn –tevahiya gelê Ayê.
Heta hemû şêniyên Ayê nehat tunekirin, Yêşû rima danenî.
Li gorî gotina ku Xudan li Yêşû emir kir, gelê Îsraêl tenê mal û heywanên bajêr talan kirin.
Yêşû bajarê Ayê şewitand û wekî ku îro jî dibe, wî kir xirbeyekî herheyî.
Wî Padîşahê Ayê bi darekê ve daleqand û heta êvarê li wir hişt. Gava roj çû ava wî emir kir û wan cendekê wî ji darê anî xwarê û avêt ber dergehê bajêr. Wan li ser cendek şikêreke keviran çêkir ku heta îro jî dimîne.
Piştre Yêşû li Çiyayê Êvalê, ji Xwedayê Îsraêl Xudan re gorîgehek çêkir.
Çawa ku Mûsa li gelê Îsraêl emir kiriye, bi awayê ku di Nivîsa Şerîeta Mûsa de hatiye nivîsandin, wî gorîgeheke ji kevirên necirandî ku amûrên hesin pê nebûne çêkir. Wan tê de qurbanên aştiyê û şewitandinê pêşkêşî Xudan kirin.
Li wir, li pêş gelê Îsraêl, Yêşû li ser keviran nûsxeyeke Şerîeta Mûsa nivîsand ku Mûsa jî bi xwe nivîsîbû.
Hemû gelê Îsraêl, bi rîspî, peywirdar û dadgerên xwe, bi xerîbên xwe jî li herdu kêlekên Sindoqa Peymana Xudan, bi awayê ku berê wan li kahinên Lêwiyî ku Sindoq hildigirin, rêz bûn. Çawa ku Mûsayê xulamê Xudan dema berê li wan emir kiribû ku ew bi vî awayî bên pîrozkirin, nîvê gel li pêşberî Çiyayê Gerizîmê û nîvê din jî li pêşberî Çiyayê Êvalê bû.
Piştre Yêşû hemû gotinên vê Şerîetê, bereket û naletê, bi awayê ku di Nivîsa Şerîetê de hatine nivîsandin xwendin.
Gotineke ji emrên Mûsa ya ku Yêşû li ber tevahiya civaka Îsraêl, jin, zarok û xerîbên di nav wan de nexwend jî nema.
Gava hemû padîşahên li rojavayê Çemê Şerîayê, li herêma çiyayî, li Şefêlayê û ji pêşberî Lubnanê heta keviyên Derya Spî diman –Hîtîtî, Amorî, Kenanî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsî– ev yek bihîst,
ew civiyan ku bi hev re li dijî Yêşû û Îsraêliyan şer bikin.
Lê gava şêniyên Gîvonê tişta ku Yêşû aniye serê Erîha û Ayê bihîst,
wan dekbaziya hîlekariyê kir. Wan xwe wekî şandî nîşan da û tûrikên kevin, meşkên şerabê yên qelaştî û pînekirî li pişta kerên xwe kirin.
Di lingên wan de çaroxên kevin û pînekirî, li ser wan kincên kevin hebûn. Xwarina wan jî hişk û kûfikî bû.
Ew bi vî awayî hatin artêşgeha Gîlgalê, ba Yêşû. Wan ji wî û Îsraêliyan re got: “Em ji welatekî dûr hatin, em dixwazin hûn peymanekê bi me re çêkin.”
Lê Îsraêliyan ji Hîwiyan re got: “Dibe ku hûn li nêzîkî me rûdinin. Gelo emê çima bi we re peymanekê çêkin?”
Wan ji Yêşû re got: “Em xulamên te ne.” Yêşû got: “Hûn kî ne? Ji ku derê tên?”
Wan got: “Xulamên te ji welatekî gelekî dûr hatin. Me nav û dengê Xwedayê te Xudan bihîst. Me xeberên li ser wî bihîstin. Me her tiştên li Misrê kirine
û ya ku wî anî serê herdu padîşahên Amorî ku li aliyê din ê Çemê Şerîayê diman; Sîhonê Padîşahê Heşbonê û Ogê Padîşahê Başanê yê ku li Eştarotê dima, bihîstin.
Rîspiyên me û hemû şêniyên welatê me ji me re got: ‘Xurek hildin û bidin rê. Pêşwaziya wan bikin û bêjin: Em xulamên we ne. Werin, bi me re peymaneke aştiyê çêkin.’
Roja em rabûn ku werin ba we, ev nanê me yê ku me ji bo xwarinê anîbû germ bû. Hûn dibînin niha hişk û kûfikî bûye.
Ev meşkên şerabê nû bûn. Binêrin niha çawa qetiyane. Ji ber riya me ya gelekî dûr, kinc û çaroxên me jî kevin bûn.”
Bêyî ku pirsa fermana devê Xudan bikin, Îsraêliyan xureka wan hilda ku pêşkêşî wan kiribûn.
Bi vî awayî Yêşû bi wan re peymaneke aştiyê çêkir û soz da ku wan sax bihêle. Serekên civatê jî, ji wan re sond xwar.
Lê sê roj piştî çêkirina peymanê, ev Îsraêlî hîn bûn ku ew cîranên wan in û di nav wan de rûdiniştin.
Ew bi rê ketin û di roja sisêyan de gihîştin bajarên wan; Gîvon, Kefîra, Beêrot û Qîryat-Yearîmê.
Lê gava hatin, Îsraêliyan li van bajaran nexist. Çimkî serekên civatê bi navê Xwedayê Îsraêl Xudan sond xwaribû. Li ser vê yekê tevahiya gel li dijî serekan gazinê xwe kir.
Lê serekan ji civatê re got: “Me bi navê Xwedayê Îsraêl Xudan ji wan re sond xwar. Loma divê em dest nedin wan.
Ji ber sonda ku me ji wan re xwariye, ya ku emê bi wan bikin ev e: Emê wan sax bihêlin ku xezeb bi ser me de neyê.”
Serekan berdewam kir û got: “Sax bihêlin. Bila ji bo tevahiya civakê êzingan bibirin û avê bînin.” Çawa ku serekan got, wan wiha kir.
Yêşû gazî Gîvoniyan kir û got: “Ji bo çi we em xapandin! We çima got: ‘Em ji we pir dûr in’? Hûn di nav me de rûdinin.
Niha hûn koleyên binalet in. Wê hinek ji we her û her bibin êzingvan û avkêşên mala Xwedayê min.”
Wan bersiv da û got: “Ji ber ku me bi xwe jî emrê Xwedayê we Xudan li Mûsayê xulamê xwe kir bihîst. Wî li Mûsa emir kir ku ew tevahiya welatê bide we û hemû şêniyên welêt tune bike. Em ji ber canê xwe pir tirsiyan. Loma me ev yek kir.
Niha em di destê te de ne, keremke tişta di çavê te de rast e, bi me bike.”
Bi vî awayî Yêşû ew ji destê gelê Îsraêl rizgar kir û nehişt ku wan bikujin.
Wê rojê Yêşû ew kirin êzingvan û avkêşên gel û gorîgeha Xudan a ku wê cihê wê hilbijêre. Gîvonî heta îro jî vî karî dikin.
Gava Adonî-Sedeqê Padîşahê Orşelîmê bihîst ku Yêşû Ayê desteser kir, bi tevahî tune kir û çawa ku anîbû serê bajarê Erîhayê û padîşahê wê, wisa jî anî serê Ayê û padîşahê wê, herwiha gava bihîst ku şêniyên Gîvonê ku bi gelê Îsraêl re peymaneke aştiyê çêkiriye û pê re ye,
gelekî tirsiya. Çimkî Gîvon wekî bajarên padîşah tê de rûdine, bajarekî mezin bû. Ew ji bajarê Ayê mezintir bû û hemû zilamên wê mêrxas bûn.
Li ser vê yekê Adonî-Sedeqê Padîşahê Orşelîmê ji Hohamê Padîşahê Hevronê, Pîramê Padîşahê Yarmûtê, Yafiyayê Padîşahê Laxîşê û Devîrê Padîşahê Eglonê re xeber şand û got:
“Rabin werin, alîkariya min bikin. Em êrîşî Gîvonê bikin. Çimkî wî gelî bi Yêşû û gelê Îsraêl re peymaneke aştiyê çêkir.”
Paşê pênc padîşahên Amoriyan –padîşahên Orşelîm, Hevron, Yarmût, Laxîş û Eglonê– artêşên xwe civandin û çûn. Wan li dijî Gîvonê artêşgehê xwe ava kir û şer kir.
Gîvoniyan jî, ji Yêşû re xeber şand ku li Gîlgalê li artêşgehê dima: “Xulamên xwe tenê nehêle! Bi lez were, me rizgar bike. Alîkariya me bike. Hemû padîşahên Amoriyên ku li herêma çiyayî rûdinin, li dijî me civiyane!”
Yêşû bi hemû şervan û mêrxasên xwe re ji Gîlgalê bi rê ket.
Xudan ji Yêşû re got: “Ji wan netirse. Min ew dan destê te. Wê tu kes ji wan nikaribe li ber te bisekine.”
Yêşûyê ku tevahiya şevê ji Gîlgalê dihat, jinişkave êrîşî Amoriyan kir.
Xudan ew li ber Îsraêliyan şaş kirin û Îsraêliyan li Gîvonê bi dijwarî ew têk birin. Wan di berjorê Bêthoronê re da pey wan û heta Ezêqa û Maqqêdayê li wan xist.
Xudan bi ser Amoriyên ku ji ber gelê Îsraêl direviyan ve, ji berjêra Bêthoronê heta Ezêqayê zîpika giran ji ezmanan barand û ew mirin. Kesên ji ber zîpikê mirin, ji kesên bi şûrên gelê Îsraêl hatibûn kuştin zêdetir bûn.
Roja Xudan Amorî dan destê gelê Îsraêl, Yêşû li ber çavê gelê Îsraêl ji Xudan re got: “Ya roj, tu bisekine li ser Gîvonê, Ya heyv, tu jî li Deşta Ayalonê.”
Wê gavê heta gel heyfa xwe ji dijminên xwe stand, roj sekinî û heyv li cihê xwe ma. Ev yek di Nivîsa Yaşar de jî hatiye nivîsandin. Roj di nava ezmanan de sekinî û bi qasî tevahiya rojekê bi derengî çû ava.
Ne heta niha û ne jî, ji niha û pê ve tu rojeke çênebû ku Xudan wisa guhdariya dengê mirovan bike. Xudan bi rastî ji bo gelê Îsraêl şer kir.
Yêşû bi tevahiya gelê Îsraêl re vegeriya artêşgeha Gîlgalê.
Di vê navberê de her pênc padîşah reviyan û li Maqqêdayê di şikeftekê de xwe veşart.
Wan ji Yêşû re got: “Her pênc padîşah hatin dîtin. Ew li Maqqêdayê di şikeftekê de ne.”
Yêşû got: “Kevirên mezin gêrî devê şikeftê bikin û mirovan deynin ber ku biparêzin.
Lê hûn li wir nemînin. Bidin pey dijminên xwe û ji paş ve êrîşî wan bikin. Nehêlin ku bikevin bajarên xwe, çimkî Xwedayê we Xudan ew dan destê we.”
Gava Yêşû û Îsraêliyan li dijminên xwe xistin û bi dijwarî ew têk birin, kesên ji wan ên saxmayî xwe avêtin bajarên bisûr.
Tevahiya gel bi xêr û silamet vegeriya artêşgeha Maqqêdayê, ba Yêşû. Tu kesî zimanê xwe li dijî gelê Îsraêl dirêj nekir.
Yêşû got: “Devê şikeftê vekin û wan her pênc padîşahan ji wir derînin û bînin ba min.”
Wan wiha kir û her pênc padîşah; Padîşahê Orşelîmê, Padîşahê Hevronê, Padîşahê Yarmûtê, Padîşahê Laxîşê û Padîşahê Eglonê ji şikeftê deranîn û anîn ba Yêşû.
Çaxê hemû padîşah anîn ba Yêşû, wî gazî hemû zilamên Îsraêlî kir û ji fermandarên ku pê re çûne şer re got: “Nêzîk bibin, lingên xwe deynin ser stûyê van padîşahan.” Fermandar nêzîk bûn û lingên xwe danîn ser stûyê padîşahan.
Yêşû ji wan re got: “Netirsin û neşikên! Hêzdar û wêrek bin! Çimkî ya ku wê Xudan bîne serê hemû dijminên we yên ku hûn li dijî wan şer dikin, ev e.”
Piştre Yêşû her pênc padîşah kuştin û ew bi pênc daran ve daleqandin. Cendekên wan heta êvarê bi daran ve daleqandî man.
Çaxê roj çû ava, Yêşû emir kir û wan ew ji ser daran anîn xwarê. Piştre wan ew avêtin şikeftên ku xwe tê de veşartine û kevirên mezin gêrî devê şikeftê kirin. Heta îro jî ew li wê derê ne.
Yêşû wê rojê Maqqêda desteser kir. Wî padîşah û gelê wî da ber şûran. Wî li bajêr tu kesî nehişt, hemû kuştin. Wî ya ku anîbû serê Padîşahê Erîhayê, anî serê Padîşahê Maqqêdayê jî.
Yêşû bi gelê Îsraêl re ji Maqqêdayê bi ser Lîvnayê de çû ku şer bike.
Xudan bajar û padîşahê wî dan destê gelê Îsraêl. Wî bajar û hemû kesên tê de dan ber şûran, tu kesî sax nehişt. Ya ku anîbû serê Padîşahê Erîhayê, anî serê padîşahê wê jî.
Yêşû bi gelê Îsraêl re ji Lîvnayê çû Laxîşê. Wî li dijî bajêr artêşgeh ava kir û şer kir.
Xudan bajar da destê gelê Îsraêl û wan di roja diduyan de ew desteser kir. Çawa ku wî li Lîvnayê kiribû, bajar û hemû kesên tê de dan ber şûran.
Horamê Padîşahê Gezerê jî hat ku alîkariya Laxîşê bike. Yêşû li wî û gelê wî jî xist, tu kes ji wan sax nehişt.
Yêşû bi gelê Îsraêl re ji Laxîşê çû Eglonê. Wî li dijî bajêr artêşgeh ava kir û şer kir.
Wan wê rojê bajar desteser kir û kesên tê de dan ber şûran. Çawa ku li Laxîşê kiribû, wî wê rojê hemû kesên di bajêr de bi tevahî tune kirin.
Yêşû bi gelê Îsraêl re ji Eglonê çû Hevronê. Wî li dijî wê şer kir
û desteser kir. Wî padîşahê wê, gundên wê û hemû kesên tê de dan ber şûran. Wî tu kesî sax nehişt. Çawa ku li Eglonê kiribû, wî û hemû kesên tê de bi tevahî tune kirin.
Yêşû bi gelê Îsraêl re vegeriya Devîrê û li dijî wê şer kir.
Wî bajar, padîşahê wê û hemû gundên wê desteser kirin. Wî kesên tê de dan ber şûran û bi tevahî tune kirin. Wî tu kesî sax nehiştin. Ya ku anîbû serê Hevronê, Lîvnayê û padîşahê wê, anî serê Devîrê û padîşahê wê jî.
Bi vî awayî çawa ku Xwedayê Îsraêl Xudan lê emir kiribû, Yêşû tevahiya welêt; herêma çiyayî, Negev, Şefêla, palên çiya û tevahiya padîşahên wan, têk birin. Wî tu kesî sax nehiştin. Wî her kesê ku hilma xwe dida û distand kuştin.
Yêşû ji Qadêş-Barnêayê heta Xezayê û hemû herêma Goşenê, heta digihîje Gîvonê bi tevahî têk birin.
Ji ber ku Xwedayê Îsraêl Xudan ji bo gelê Îsraêl şer kir, Yêşû tenê di şerekî de tevahiya van padîşahan û welatên wan desteser kirin.
Yêşû bi gelê Îsraêl re vegeriya artêşgeha xwe ya Gîlgalê.
Gava Yavînê Padîşahê Hasorê ev yek bihîst, ji Madonê Padîşahê Yovavê, Padîşahê Şîmronê, Padîşahê Akşafê,
ji padîşahên herêma çiyayî ya bakur, padîşahên Eravaya ku li başûrê Gola Kînneretê ye, padîşahên Şefêlaya bakur, padîşahên Nafot-Dora ku li rojava ye,
ji Kenaniyên li rojhilat û li rojava ne, ji Amorî, Hîtîtî, Perîzzî, ji Yevûsiyên li herêma çiyayî ne û ji Hîwiyên ku li jêr Çiyayê Hermonê, li herêma Mîspayê ne re xeber şand.
Ev padîşah jî bi hemû artêşên xwe re, bi leşkerên xwe yên ku wekî sêlaka ber deryayê nedihatin hejmartin, bi gelek hesp û erebeyên xwe yên şer dan rê.
Ev hemû padîşah bûn yek, hatin li ber keviyên ava Mêromê û artêşgehên xwe danîn ku li dijî gelê Îsraêl şer bikin.
Xudan ji Yêşû re got: “Ji wan netirse. Ezê sibê vî çaxî hemûyan li ber Îsraêliyan bişikênim. Hûnê hespên wan seqet bikin û erebeyên wan ên şer bişewitînin.”
Îcar Yêşû bi tevahiya artêşa xwe re, li ber keviyên ava Mêromê jinişkave bi ser wan ve çû û êrîşî wan kir.
Xudan ew dan destê gelê Îsraêl. Wan ew şikandin û heta Saydaya Mezin û Mîsrefot-Mayîmê û ber bi rojhilat ve heta Geliyê Mîspeyê dan pey wan. Wan li wan xist û tu kes sax nehişt.
Çawa ku Xudan lê emir kiribû, Yêşû wiha kir. Wî hespên wan seqet kirin û erebeyên wan ên şer şewitandin.
Wê gavê Yêşû vegeriya û Hasorê desteser kir. Wî padîşahê wê da ber şûran. Çimkî berê, Hasor serê tevahiya van padîşahiyan bû.
Îsraêliyan hemû kesên di bajêr de dan ber şûran. Wan ew bi tevahî tune kirin. Tu kesê hilma xwe dide û distîne nema. Wan Hasor şewitand.
Çawa ku Mûsayê xulamê Xudan lê emir kiribû, Yêşû tevahiya wan padîşahan û bajarên wan desteser kirin, dan ber şûran û bi tevahî tune kirin.
Lê ji bilî bajarê Hasorê yê ku Yêşû agir berdayê, gelê Îsraêl tu bajarên li ser giran neşewitandin.
Îsraêliyan hemû heywan û talanên van bajaran ji xwe re standin. Lê hemû mirovan dan ber şûran û tune kirin. Wan tu kesê hilma xwe dide û distîne nehişt.
Çawa ku Xudan li Mûsayê xulamê xwe emir kiribû, Mûsa wiha li Yêşû emir kiribû û Yêşû jî wiha kir. Wî hemû tiştên Xudan li Mûsa emir kiribûn, pêk anîn.
Bi vî awayî Yêşû tevahiya welêt desteser kir; herêma çiyayî, tevahiya Negev û herêma Goşenê, Şefêla, Erava, herêma çiyayî ya gelê Îsraêl û palên wan.
Herwiha ji Çiyayê Halaqê yê ku ji Seîrê dertê heta Baal-Gada ku li Deşta Lubnana li quntara Çiyayê Hermonê ye jî desteser kir. Wî hemû padîşahên van deran desteser kirin, li wan xist û kuştin.
Yêşû demeke dirêj li dijî tevahiya van padîşahan şer kir.
Ji bilî Hîwiyên ku li Gîvonê rûniştin, bajarekî ku bi gelê Îsraêl re peymana aştiyê çêkiribe tunebû. Hemû bajar bi şer hatin desteserkirin.
Çimkî Xudan dilê wan hişk kiribû ku ew li dijî gelê Îsraêl şer bikin û bên tunekirin. Çawa Xudan li Mûsa emir kiribû, ew li ber wan neketin û tune kirin.
Wî çaxî Yêşû bi ser Enaqiyan ve çû û wî ew ji herêma çiyayî, ji Hevron, Devîr û Enavê, ji hemû herêmên çiyayî yên Cihûdayê û Îsraêlê helak kirin. Yêşû bi bajarên wan ve, bi tevahî ew tune kirin.
Li welatê Îsraêliyan Enaqiyek jî nema. Bi tenê li Gat, Xeza û Aşdodê hinek ji wan sax man.
Çawa ku Xudan ji Mûsa re gotibû, Yêşû tevahiya welêt desteser kir û di nav eşîrên Îsraêl de bi milkî parve kir. Bi vî awayî şer qediya û welat di nav aştiyê de ma.
Padîşahên welêt ên ku Îsraêliyan ew têk birin û welatên wan ên li rojhilatê Çemê Şerîayê, ji Geliyê Arnonê heta Çiyayê Hermonê û li tevahiya rojhilatê Eravayê ji xwe re kirin milk, ev bûn:
Sîhonê Padîşahê Amoriyan ê ku li Heşbonê rûdinişt û li ser axa ji Eroêra li keviya Geliyê Arnonê û heta Çemê Yabboqê yê ku sînorê Emmoniyan bû dajot û nîvê herêma Gîladê tê de bû
û li ser axa ji Eravayê ber bi rojhilat ve heta Gola Kînneretê, ber bi aliyê Bêtyeşîmotê ve heta Gola Eravayê –Gola Xwê – û ber bi aliyê başûr ve jî heta palên Çiyayê Pîsgayê, serwerî dikir
û axa Ogê Padîşahê Başanê yê ku ji saxmayiyên Refayî bû, li Eştarot û Edreiyê rûdinişt
û li ser axa Çiyayê Hermonê, Salkayê, tevahiya Başana ku digihîşt sînorên Geşûrî û Maexayiyan û nîvê din ê Gîlada ku digihîşt sînorê Sîhonê Padîşahê Heşbonê, serwerî dikir.
Mûsayê xulamê Xudan û Îsraêliyan ew têk birin. Mûsayê xulamê Xudan ev welat bi milkî dan eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe.
Yêşû û Îsraêliyan padîşahên welêt ên ku li rojavayê Çemê Şerîayê, ji Baal-Gada li Deşta Lubnanê heta Çiyayê Halaqê hildikişiya Seîrê, têk birin. Welatê Yêşû bi milkî di nav eşîrên Îsraêl de parve kir, ev in:
Herêma çiyayî, Şefêla, Erava, palên çiya, berî û Negevê bixwe ne ku welatên Hîtîtî, Amorî, Kenanî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyan in.
Padîşahên van deran ev in: Padîşahê Erîhayê, Padîşahê Ayê ya nêzîkî Bêt-Êlê,
Padîşahê Orşelîmê, Padîşahê Hevronê,
Padîşahê Yarmûtê, Padîşahê Laxîşê,
Padîşahê Eglonê, Padîşahê Gezerê,
Padîşahê Devîrê, Padîşahê Gederê,
Padîşahê Hormayê, Padîşahê Eradê,
Padîşahê Lîvnayê, Padîşahê Edûllamê,
Padîşahê Maqqêdayê, Padîşahê Bêt-Êlê,
Padîşahê Tappûahê, Padîşahê Hêferê,
Padîşahê Afêqê, Padîşahê Şaronê,
Padîşahê Madonê, Padîşahê Hasorê,
Padîşahê Şîmron-Meronê, Padîşahê Akşafê,
Padîşahê Taenaxê, Padîşahê Megîddoyê,
Padîşahê Qedeşê, Padîşahê Yoqneama li Karmelê,
Padîşahê Dorê ya li Nafat-Dorê, Padîşahê Goyîmê ya li Gîlgalê
û Padîşahê Tîrsayê. Bi giştî sî û yek padîşah bûn.
Yêşû kal bûbû û bi salan ve çûbû. Xudan jê re got: “Tu kal bûyî û bi salan ve çûyî û êdî gelek derên welêt hene ku divê bi milkî werin standin.
Derên welêt ên ku divê êdî bên standin ev in: Tevahiya axa Filîstî û Geşûriyan
a ku ji Çemê Şîhorê yê li rojhilatê Misrê, ber bi aliyê bakur ve heta sînorê Eqronê diçû û axa Kenaniyan tê hesibandin –pênc begîtiyên Filîstiyan hene; Xeza, Aşdod, Aşqelon, Gat û Eqron– axa Ewiyan,
li aliyê başûr hemû axa Kenaniyan, Mearaya axa Saydayiyan heta Afêqa ku digihîje sînorê Amoriyan,
axa Gevaliyan, hemû axa Lubnanê ya ku li aliyê rojhilat dimîne, ji Baal-Gada ku li pala Çiyayê Hermonê ye heta Levo-Hamatê.
Ezê hemû şêniyên herêma çiyayî ya ji Lubnanê heta Mîsrefot-Mayîmê û hemû Saydayiyan, ji ber gelê Îsraêl biqewitînim. Tenê çawa ku min li te emir kiriye, tu van deran bi riya pişkê di nava gelê Îsraêl de parve bike.
Tu niha van deran di nav neh eşîran û nîveşîra Minaşşe de parve bike.”
Eşîrên Gad û Rûbên bi nîveşîra din a Minaşşe re mîrasên xwe ya li rojhilatê Çemê Şerîayê standin ku Mûsayê xulamê Xudan dabûn wan:
Ji Eroêra ku li keviya Geliyê Arnonê bû ango ew bajarê ku di nîvê beriyê de bû, deşta Mêdevaya ku digihîşt Dîvonê,
hemû bajarên Sîhonê Padîşahê Amoriyan ku li Heşbonê serwerî dikir heta sînorê Emmoniyan,
Gîlad, axa Geşûrî û Maexayiyan, tevahiya Çiyayê Hermonê, tevahiya Başanê heta Salkayê,
padîşahiya li Başanê ya Ogê Padîşah ê ku li Eştarot û Edreî serwerî dikir û ji saxmayiyên Refayî bû ku Mûsa ew têk biribûn û qewitandibûn.
Lê Îsraêliyan Geşûrî û Maexayiyan neqewitandin. Geşûrî û Maexayî îro jî di nav gelê Îsraêl de dimînin.
Mûsa tenê mîras neda eşîra Lêwî. Çawa ku Xudan jê re gotibû, para wan pêşkêşiyên Xudan ên şewitandinê ne.
Mûsa mîras da binemalên Rûbêniyan.
Sînorê wan ji Eroêra ku li keviya Geliyê Arnonê bû destpê dikir, bajarê di nava beriyê de digirt nav xwe, hemû beriya ku li dora Mêdevayê bû,
Heşbon û hemû bajarên li deştê; Dîvon, Bamot-Baal, Bêtbaal-Meon,
Yahsa, Qedêmot, Mefaet,
Qîryatayîm, Sîvma, Seret-Şahara ku li girê li nav deştê,
Bêtpeor, palên Çiyayê Pîsgayê û Bêtyeşîmot.
Hemû bajarên deştê û hemû padîşahiya Sîhonê Padîşahê Amoriyan ê ku li Heşbonê serwerî dikir tê de bûn. Mûsa Sîhon û mîrên Mîdyanê yên ku li bajarên di bin serweriya Sîhon de rûdiniştin têk biribûn ango Ewî, Reqem, Sûr, Hûr û Reva.
Di nav kuştiyan de Balamê kurê Beor jî hebû ku falbaz bû.
Sînorê Rûbêniyan Çemê Şerîayê bû. Bajar û gundên ku Rûbêniyan li gorî hejmara binemalên xwe mîras standin ev bûn.
Mûsa mîras da eşîra Gad, ango malbat û binemalên Gadiyan.
Axa wan ev bû: Yazêr, hemû bajarên Gîladê û nîvê axa Emmoniyan a ku digihîşt Eroêra nêzîkî Rabbayê tê de bû,
ji Heşbonê heta Ramat-Mîspeyê û Betonîmê, ji Mahanayîmê heta sînorê Devîrê bû.
Li Deşta Şerîayê, bajarên Bêtharam, Bêtnîmra, Sûkkot û Safon, beşê din ê axa Sîhonê Padîşahê Heşbonê û rojhilatê Çemê Şerîayê ku digihîşt keviya başûr a Gola Kînneretê jî tê de bûn.
Bajar û gundên ku Gadiyan li gorî hejmara binemalên xwe mîras standin ev bûn.
Mûsa mîras da nîveşîra Minaşşe. Wî li gorî hejmara binemalên wan da.
Sînorê wan ji Mahanayîmê destpê dikir, tevahiya Başanê, tevahiya padîşahiya Ogê Padîşahê Başanê, hemû bajarokên Yayîrê yên ku li Başanê bûn –şêst bajar–
nîvê Gîladê û bajarên Eştarot û Edreiya di bin serweriya Ogê Padîşahê Başanê de bûn. Ev der li gorî binemalan, ji nîvê kurên Maxîrê kurê Minaşşe re hatin veqetandin.
Mîrasên ku Mûsa li pêşberî Erîhayê, li deştên Moavê, li rojhilatê Çemê Şerîayê dan ev bûn.
Lê Mûsa mîras neda Lêwiyiyan. Çawa ku wî ji wan re got, mîrasa wan Xwedayê Îsraêl Xudan e.
Axa ku gelê Îsraêl li welatê Kenanê bi mîrasî stand, ev bû ku Êlezarê Kahin, Yêşûyê kurê Nûn û serekên binemalên eşîrên Îsraêl li wan parve kir.
Çawa ku Xudan bi riya Mûsa emir kiribû, mîrasa neh eşîr û nîveşîrekê bi riya pişkê hat parvekirin.
Çimkî Mûsa axa li rojhilatê Çemê Şerîayê bi mîrasî dabû du eşîr û nîveşîrekê. Lê wî di nav wan de milk nedabû Lêwiyiyan.
Herwiha Ûsivî du eşîr bûn; Efrayîm û Minaşşe. Li welêt para Lêwiyiyan nebû, tenê bajarên ku lê rûnin û mêrgên wan ku pezê xwe lê biçêrînin.
Çawa ku Xudan li Mûsa emir kiriye, gelê Îsraêl wiha kir. Wan welat parve kir.
Cihûdayî hatin Gîlgalê ba Yêşû. Kalêvê kurê Yefûnneyê Qenîzzî ji Yêşû re got: “Tu dizanî ku Xudan li Qadêş-Barnêayê ji Mûsayê zilamê Xwedê re çi li ser min û te got.
Çaxê Mûsayê xulamê Xudan ji Qadêş-Barnêayê ez şandim ku sixûriya welêt bikim, ez çil salî bûm. Çawa ku min dîtiye, min bi dilsozî jê re got.
Birayên ku bi min re hatin, çavê gel tirsand, lê min ji dil da pey Xwedayê xwe Xudan.
Wê rojê Mûsa sond xwar û got: ‘Axa ku te pê lê kiriyê, wê her û her ji te û zarokên te re mîras bimîne. Çimkî te ji dil da pey Xwedayê min Xudan.’
Va ye, çawa ku wî got, Xudan jiyana min parast. Gava gelê Îsraêl di beriyê de geriya, ji roja ku Xudan ev yek ji Mûsa re gotibû vir ve çil û pênc sal derbas bû. Ez niha heştê û pênc salî me.
Ez îro jî wekî roja ku Mûsa ez şandim li ser xwe me. Wê rojê hêza min çi be, îro jî, ji bo çûn û hatina şer wisa ye.
Çawa ku Xudan wê rojê gotiye, tu îro vê herêma çiyayî bide min. Te jî wê rojê bihîstibû ku Enaqî li wê derê rûdinin û bajarên wan bi sûr in. Heke Xudan bi min re bibe alîkar, ezê çawa ku wî ji min re gotibû, wan biqewitînim.”
Wê gavê Yêşû ew pîroz û bereket kir û Hevronê bi mîrasî da Kalêvê kurê Yefûnne.
Loma Hevron heta îro jî milkê Kalêvê kurê Yefûnneyê Qenîzzî ye. Çimkî wî ji dil da pey Xwedayê Îsraêl Xudan.
Navê Hevronê yê berê Qîryat-Arba bû. Arba navê mirovê herî mezin ê Enaqiyan bû. Bi vî awayî şer qediya û welat di nav aştiyê de ma.
Mîrasa binemalên Cihûdayiyan bi riya pişkê hat dayîn. Mîrasa wan ber bi aliyê başûr ve heta sînorê Edomê bû û di binê başûrê wê de heta Beriya Zînê dirêj bû.
Sînorê wan ê başûr ji keviya başûr a Gola Xwê destpê dikir. Ew ji binê başûrê golê destpê dikir
û digihîşt başûrê Hevrazê Dûpişkan. Ji wir, ew heta Beriya Zînê dirêj dibû û ji wir jî digihîşt başûrê Qadêş-Barnêayê. Bi vî awayî ew derbasî Hesron û Addarê dibû. Sînor ji Addarê ber bi aliyê Qarqayê ve ditewiya,
ji Esmonê û ji Geliyê Misrê derbas dibû û li Derya Spî diqediya. Sînorê wan ên başûr ev bû.
Sînorê rojhilat ji Gola Xwê heta ber devê Çemê Şerîayê diçû. Sînorê bakur, ji binê gola li devê Çemê Şerîayê destpê dikir,
heta Bêthoglayê diçû, ji wir di bakurê Bêteravayê re derbas dibû û digihîşt Kevirê Bohanê kurê Rûbên.
Ji wir sînor ji Deşta Exorê heta Devîrê diçû, heta Gîlgala ku li pêşberî Hevrazê Adûmmîmê yê ku li başûrê deştê ye, ber bi aliyê başûr ve ditewiya, heta ava Eyn-Şemeşê diçû û digihîşt Eyn-Rogêlê.
Piştre derbasî ji geliyê Ben-Hînnomê yê ku başûrê pala Bajarê Yevûsê –ku Orşelîm e– ye re dibû û ji vir hildikişiya serê çiyayê ku li rojhilatê Geliyê Hînnomê dikeve û li Bakurê Deşta Refayîmê ye.
Ji serê çiyê, sînor ditewiya, heta kaniya avên Neftoahê diçû û digihîşt bajarên Çiyayê Efronê. Li wir ew ber bi alî Baalayê ve –ku Qîryat-Yearîm e– ditewiya.
Sînorê ku ji rojavayê Baalayê ber bi Çiyayê Seîrê ve dizivirî, derbasî bakurê Çiyayê Yearîmê dibû ku Kesalon e, digihîşt Bêtşemeşê. Paşê derbasî Tîmnayê dibû,
sînor dirêjî palên bakurê Eqronê dibû, ber bi aliyê Şîkkeronê ve ditewiya, derdiket Çiyayê Baalayê, digihîşt Yavneyêlê û li Derya Spî diqediya.
Sînorê rojava keviyên Derya Spî bû. Sînorên li dora binemalên Cihûdayiyan ev bûn.
Li ser fermana devê Xudan ku wî lê kir, Yêşû Qîryat-Arba –ku Hevron e– ya ku para Cihûdayiyan bû da Kalêvê kurê Yefûnne. Arba bavkalê Enaqiyan bû.
Kalêv her sê neviyên Enaq qewitandin; Şêşay, Ahîman û Talmay.
Ji wir, ew bi ser şêniyên Devîrê de çûn ku navê wê yê berê Qîryat-Sêfer bû.
Kalêv got: “Kesê ku êrîşî Qîryat-Sêferê bike û desteser bike, ezê Exsaya keça xwe bidimê.”
Otniyêlê kurê Qenazê birayê Kalêv bajar desteser kir û Kalêv keça xwe Exsa da wî.
Çaxê keçik çû ba mêrê xwe, wê jê xwest ku ji bavê wê zeviyekê bixwaze. Gava keçik ji kerê peya bû, Kalêv jê re got: “Tiştekî ji min dixwazî heye?”
Keçikê jê re got: “Diyariyekê bide min. Te ez şandim Negevê, li ser vê yekê kaniyên avê bide min.” Bi vî awayî Kalêv kaniyên jorîn û jêrîn jî dan wê.
Mîrasa binemalên Cihûdayiyan ev bû.
Bajarên Cihûdayiyan ên herî li başûr ên ber bi sînorên Edomê ve ev bûn: Qavseyêl, Eder, Yagûr,
Qîna, Dîmona, Edada,
Qedeş, Hasor, Yîtnan,
Zîf, Telem, Baalot,
Hasor-Hadatta, Qeriyot-Hesron –ku Hasor e–
Amam, Şema, Molada,
Hasar-Gadda, Heşmon, Bêtpelet,
Hasar-Şûel, Beêr-Şeva, Bîzyotya,
Baala, Îyîm, Esem,
Êltolad, Kesîl, Horma,
Zîqlag, Madmanna, Sansanna,
Levaot, Şîlhîm, Eyîn û Rîmmon; bi gundên xwe ve bîst û neh bajar.
Li herêma Şefêlayê, Eştaol, Sora, Aşna,
Zanoah, Eyn-Gannîm, Tappûah, Ênam,
Yarmût, Edûllam, Soxo, Ezêqa,
Şaerayîm, Edîtayîm, Gedêra û Gedêrotayîm; bi gundên xwe ve çardeh bajar.
Senan, Hadaşa, Mîgdal-Gad,
Dîlan, Mîspe, Yoqteyêl,
Laxîş, Bosqat, Eglon,
Kabbon, Lahmas, Kitlîş,
Gedêrot, Bêtdagon, Naema û Maqqêda; bi gundên xwe ve şanzdeh bajar.
Lîvna, Eter, Eşan,
Yîftah, Aşna, Nesîv,
Qeîla, Akzîv û Marêşa; bi gundên xwe ve neh bajar.
Bi navçe û gundên xwe ve Eqron,
rojavayê Eqronê, bi gundên xwe ve hemû derên li dora Aşdodê,
bi navçe û gundên xwe ve Aşdod, bi gund û bajarên xwe ve Xeza, derên heta Geliyê Misrê û keviyên Derya Spî.
Li herêma çiyayî, Şamîr, Yattîr, Soxo,
Danna, Qîryat-Sanna –ku Devîr e–
Enav, Eştemo, Enîm,
Goşen, Holon û Gîlo; bi gundên xwe ve yanzdeh bajar.
Arav, Dûma, Eşan,
Yanûm, Bêttappûah, Afêqa,
Hûmta, Qîryat-Arba –ku Hevron e– û Sîor; bi gundên xwe ve neh bajar.
Maon, Karmel, Zîf, Yûtta,
Yîzreyêl, Yoqdeam, Zanoah,
Qayîn, Gîva û Tîmna; bi gundên xwe ve deh bajar.
Halhûl, Bêtsûr, Gedor,
Maerat, Bêtenot û Êlteqon; bi gundên xwe ve şeş bajar.
Qîryat-Baal –ku Qîryat-Yearîm e– û Rabba; bi gundên xwe ve du bajar.
Li beriyê, Bêterava, Middîn, Sexaxa,
Nîvşan, Bajarê Xwê û Eyn-Gedî; bi gundên xwe ve şeş bajar.
Lê Cihûdayiyan Yevûsiyên ku li Orşelîmê rûdiniştin neqewitandin. Yevûsî heta îro jî di nav Cihûdayiyan de li Orşelîmê dimînin.
Mîrasa ku bi riya pişkê ji Ûsiviyan re hat dayîn, ev bû: Sînorê wê ji Çemê Şerîayê, ji nêzîkî Erîhayê destpê dikir. Ew ji rojhilatê avên Erîhayê, ber bi beriyê ve diçû, ji Erîhayê hildikişiya herêma çiyayî ya Bêt-Êlê.
Ji Bêt-Êlê sînor heta Lûzê dirêj dibû, heta Etarota li sînorê Arkiyan diçû
û ber bi aliyê rojava ve heta sînorê Bêthorona Jêrîn digihîşt sînorê Yaflêtiyan. Ji wir digihîşt Gezerê û li Derya Spî diqediya.
Bi vî awayî herdu eşîrên Ûsiv, Minaşşe û Efrayîm mîrasên xwe standin.
Sînorên binemalên Efrayîmiyan ev bûn. Li rojhilat, sînorê mîrasa wan ji Etrot-Addarê heta Bêthorona Jorîn diçû
û digihîşt Derya Spî. Li bakur sînorê wan li Mîkmetatê ber bi aliyê rojhilat ve dizivirî û ber bi Taanat-Şîloyê ve diçû. Ew dirêjî rojhilatê bajêr dibû û derdiket Yanoahê.
Ji Yanoahê, sînor derbasî Etarotê, Nearayê û Erîhayê dibû û li Çemê Şerîayê diqediya.
Sînor ji Tappûahê ber bi rojava ve heta Geliyê Qanayê diçû û li Derya Spî diqediya. Mîrasa binemalên eşîra Efrayîm ev bû.
Herwiha bajar û gundên di nav mîrasa Minaşşeyiyan de hebûn ku ji Efrayîmiyan re ketine.
Lê Efrayîmiyan Kenanî neqewitandin ku li Gezerê rûdiniştin. Kenanî heta îro jî di nav Efrayîmiyan de dimînin û suxrevaniya wan dikin.
Mîrasa eşîra Minaşşeyê kurê mezin ê Ûsiv bi riya pişkê hat dayîn. Gîlad û Başan ji Maxîrê kurê Minaşşe yê pêşî re hatin dayîn ku bavkalê Gîladiyan bû. Çimkî ew şervan bû.
Minaşşeyiyên din ên ji binemalên Aviyezer, Hêleq, Asriyêl, Şexem, Hêfer û Şemîda di nav vê pişkavêtinê de bûn. Ev li gorî binemalên xwe, zarokên kurîn ên Minaşşeyê kurê Ûsiv bûn.
Ji Selofhadê kurê Hêferê kurê Gîladê kurê Maxîrê kurê Minaşşe re kur çênebûn. Tenê keçên wî hebûn û navên keçên wî ev bûn: Mahla, Noa, Hogla, Mîlka û Tîrsa.
Ew çûn ba Êlezarê Kahin, Yêşûyê kurê Nûn û serekan û wiha got: “Xudan li Mûsa emir kir ku bi merivên me re mîrasa me jî were dayîn.” Li ser fermana devê Xudan, Yêşû bi merivên wan re jî mîrasek da wan.
Bi vî awayî ji Minaşşeyiyan re, ji bilî Gîlad û Başana ku li rojhilatê Çemê Şerîayê bûn, deh par ketin.
Çimkî neviyên Minaşşe yên keçîn bi neviyên wî yên kurîn re mîras standin. Herêma Gîladê bû para Minaşşeyiyên din.
Sînorê Minaşşeyiyan ji sînorê Aşêriyan heta Mîkmetata ku li rojhilatê Şexemê bû dirêj dibû. Li wir ew ber bi aliyê başûr ve ditewiya û digihîşt axa şêniyên Eyn-Tappûahê.
Axa li dora Tappûahê ya Minaşşeyiyan bû. Herçiqas bajarê Tappûahê di nav sînorê Minaşşeyiyan de jî bû ew bajarê Efrayîmiyan bû.
Ji wir sînor dadiket Geliyê Qanayê. Li wir, bajarên di nav axa Minaşşeyiyan û li başûrê gelî de, bajarên Efrayîmiyan bûn. Sînorên Minaşşeyiyan li milê bakur ê gelî ve dirêj dibû û li Derya Spî diqediya.
Axa li başûr ya Efrayîmiyan, ya li milê bakur ya Minaşşeyiyan bû. Bi vî awayî axa Minaşşeyiyan ji Derya Spî destpê dikir, ji aliyê bakur ve digihîşt axa Aşêriyan, ji aliyê rojhilat ve jî digihîşt axa Îssexariyan.
Di nav axa Aşêr û Îssexariyan de jî parên Minaşşeyiyan hebûn; Bêtşean û gundên wê, Yîvleam û gundên wê, Dor û gundên wê, Eyn-Dor û gundên wê, Taenax û gundên wê, Megîddo û gundên wê. Yê sisêyan Nefet bû.
Lê Minaşşeyiyan şêniyên wan bajaran bi tevahî neqewitandin. Kenaniyan li ber xwe da ku li vî welatî bimînin.
Gava gelê Îsraêl hêzdar bû, wan Kenanî kirin suxrevan. Lê wan bi tevahî ew neqewitandin.
Ûsivî hatin ba Yêşû. Wan jê re got: “Çima ji bo me tenê yek pişk û yek par hebû? Em gelek in. Xudan em pir zêde kirin.”
Yêşû ji wan re got: “Heke hûn pir qelebalix bin û herêma çiyayî ya Efrayîmê ji we re teng be, herin daristanên welatê Perîzzî û Refayiyan û cihê xwe fireh bikin.”
Ûsiviyan got: “Herêma çiyayî têra me nake. Lê hem Kenaniyên Bêtşean û gundên wê, hem jî yên Deşta Yîzreyêlê xweyên erebeyên şer ên hesin ne.”
Yêşû ji Mala Ûsiv re, ji eşîrên Efrayîm û Minaşşe re got: “Hûn mezin in û pir hêzdar in. Wê ji bo we bi tenê pişkek çênebe.
Wê herêma çiyayî jî ya we be. Ew der daristan e, hûnê darên wê bibirin û heta sînoran wê derê ji xwe re bikin milk. Tevî ku ew hêzdar in û erebeyên wan ên hesin jî hene, hûnê Kenaniyan biqewitînin.”
Tevahiya civaka Îsraêl li Şîloyê civiya û Konê Hevdîtinê li wê derê danî. Tevahiya welêt di bin destê wan de bû,
lê heft eşîra gelê Îsraêl hebûn ku hê mîrasên wan nehatibûn parvekirin.
Yêşû ji gelê Îsraêl re got: “Hûnê heta kengê tiral bin û welatê ku Xwedayê bavkalên we Xudan daye we ji xwe re nekin milk?
Ji her eşîrê ji bo xwe sê zilaman hilbijêrin. Ezê wan bişînim ku li welêt bigerin, axa ku ew dixwazin bila kifş bikin, binivîsin û bînin ba min.
Bila axê bikin heft par, eşîra Cihûda li başûr, Mala Ûsiv li bakur bimînin.
Hûnê axê wekî heft parî kifş bikin û nivîsa wê bînin. Ezê li vir, li hizûra Xwedayê me Xudan ji bo we pişk bavêjim.
Ji ber ku mîrasa Lêwiyiyan kahintiya Xudan e, di nav axa we de para wan tuneye. Eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe jî parên xwe yên li rojhilatê Çemê Şerîayê standine ku Mûsayê xulamê Xudan daye wan.”
Yêşû ji zilamên ku wê herin û axê kifş bikin re got: “Herin, li welêt bigerin û axê kifş bikin û binivîsin. Piştre vegerin ba min û ezê li vir, li Şîloyê, li hizûra Xudan ji bo we pişk bavêjim.”
Zilam çûn û li welêt geriyan. Wan li gorî bajaran, wekî heft parî qeyd kirin û vegeriyan artêşgeha li Şîloyê ba Yêşû.
Wê gavê Yêşû li Şîloyê, li hizûra Xudan ji bo wan bi riya pişkê ew ax jî di nav gelê Îsraêl de parve kir.
Pişk li eşîra Binyamîniyan ket. Mîrasa ku para wan ket di navbera Cihûdayiyan û Ûsiviyan de bû.
Sînorê wan ê li bakur ji Çemê Şerîayê destpê dikir, ber bi rojava ve dirêjî berjorên bakurê Erîhayê dibû, di herêma çiyayî re berdewam dikir û digihîşt beriya Bêtawenê.
Ji wir sînor ber bi bajarê Lûzê ve derdiket, dirêjî berjorê Lûzê dibû –ku Bêt-Êl e– û dadiket Etrot-Addara ku li ser çiyayê li başûrê Bêthorona Jêrîn bû.
Ji wir sînor ber bi aliyê din ve ditewiya. Ew ji rojhilatê çiyayê başûrê wê derê ku li pêşberî Bêthoronê ye, ber bi aliyê başûr ve diçû û li Qîryat-Baala ku bajarê Cihûdayiyan e –ku Qîryat-Yearîm e– diqediya. Sînorê rojava ev bû.
Sînorê başûr ji derên herî dûr ên Qîryat-Yearîmê destpê dikir û ber bi aliyê rojava ve heta kaniyên ava Neftoahê diçû.
Sînor ji wir digihîşt quntara çiyayê li pêşberî Geliyê Ben-Hînnoma ku bakurê Deşta Refayîmê ye, li ber başûrê palên Yevûsê û di Geliyê Hînnomê re derbas dibû û dadiket Eyn-Rogêlê.
Ji wir ew ber bi aliyê bakur ve berjêr dibû û digihîşt Eyn-Şemeşê û ji wir jî digihîşt Gelîlota li pêşberî Hevrazê Adûmmîmê. Ji vir jî ew diçû Kevirê Bohanê kurê Rûbên
û dirêjî bakurê berjorê Geliyê Eravayê dibû û digihîşt Eravayê.
Ji wir ew diçû bakurê palên Bêthoglayê û li biniya bakurê Gola Xwê, li ber devê başûr ê Çemê Şerîayê diqediya. Sînorê başûr ev bû.
Sînorê rojhilat Çemê Şerîayê bû. Sînorên mîrasa binemalên Binyamîniyan bi derdora wê ve ev bûn.
Bajarên binemalên Binyamîniyan ev bûn: Erîha, Bêthogla, Êmeq-Qesîs,
Bêterava, Semarayîm, Bêt-Êl,
Ewîm, Para, Ofra,
Kefar-Emmonî, Ofnî û Geva; bi gundên xwe ve duwanzdeh bajar.
Gîvon, Rama, Beêrot,
Mîspe, Kefîra, Mosa,
Reqem, Yîrpeyêl, Tarala,
Sêla, Haelef, Yevûs –ku Orşelîm e– Gîva û Qîryat; bi gundên xwe ve çardeh bajar. Mîrasa binemalên Binyamîniyan ev bû.
Pişka diduyan li binemalên Şimûniyan ket. Mîrasa wan di nav axa Cihûdayiyan de bû.
Di mîrasa wan de ev hebûn: Beêr-Şeva –ku Şeva ye– Molada,
Hasar-Şûel, Bala, Esem,
Êltolad, Betûl, Horma,
Zîqlag, Bêtmarkavot, Hasar-Sûsa,
Bêtlevaot û Şarûhen; bi gundên xwe ve sêzdeh bajar.
Eyîn, Rîmmon, Eter û Eşan; bi gundên xwe ve çar bajar,
herwiha hemû gundên li dora van bajaran, heta Baalat-Beêrê –ku Ramat-Negev e. Mîrasa binemalên Şimûniyan ev bû.
Ji ber ku axa Cihûdayiyan ji bo wan zêde bû, mîrasa Şimûniyan di nav axa Cihûdayiyan bû. Bi vî awayî Şimûniyan parek ji axa wan stand.
Pişka sisêyan li binemalên Zevûloniyan ket. Sînorê mîrasa wan digihîşt Sarîdê.
Ji wir, sînorê wan ber bi aliyê rojava ve diçû Marelayê, digihîşt Dabbeşetê û geliyê pêşberî Yoqneamê.
Ji Sarîdê ber bi aliyê din ve jî, ber bi rojhilat ve heta sînorê Kîslot-Tavorê diçû, digihîşt Daveratê û dirêjî Yafîayê dibû.
Ji wir, bi aliyê rojhilat ve berdewam dikir, diçû Gat-Hêfer, Êt-Qasînê û Rîmmonê û bi aliyê Nêayê ve ditewiya.
Sînorê wan ê bakur ji wir dizivirî, digihîşt Hannatonê û li Geliyê Yîftahêlê diqediya.
Herwiha Qattat, Nahalal, Şîmron, Yîdala û Bêtlehem di mîrasa wan de bûn; bi gundên xwe ve duwanzdeh bajar.
Ev bajar bi gundên xwe ve mîrasa binemalên Zevûloniyan bûn.
Pişka çaran li binemalên Îssexariyan ket.
Di mîrasa wan de ev hebûn: Yîzreyêl, Kesullot, Şûnêm,
Hafarayîm, Şîon, Anaharat,
Rabbît, Qîşyon, Eves,
Remet, Eyn-Gannîm, Eyn-Hadda û Bêtpassês.
Sînorê wan Tavorê, Şahasîma û Bêtşemeşê derbas dikir û li Çemê Şerîayê diqediya; bi gundên xwe ve şanzdeh bajar.
Ev bajar bi gundên xwe ve mîrasa binemalên Îssexariyan bûn.
Pişka pêncan li binemalên Aşêriyan ket.
Di nav sînorê wan de ev hebûn: Helqat, Halî, Beten, Akşaf,
Alam-Melek, Emad û Mîşal. Sînor li aliyê rojava digihîşt Karmel û Şîhor-Lîvnatê.
Ji vir ber bi aliyê rojhilat ve digihîşt Bêtdagonê, ber bi aliyê bakur ve heta sînorê Zevûloniyan û Geliyê Yîftahêlê diçû û digihîşt Bêtêmeq û Neiyêlê. Piştre ber bi aliyê bakur ve diçû û digihîşt Kavûl,
Evron, Rehov, Hammon û Qanayê û heta Saydaya Mezin dirêj dibû.
Ji wir sînor dizivirî Ramayê û digihîşt Sûra bajarê bi sûran pêçayî. Ji wir jî dizivirî Hosayê û li Derya Spî diqediya. Herwiha tê de Mahalav, Akzîv,
Ûmma, Afêq û Rehov hebûn. Bi gundên xwe ve bîst û du bajar bûn.
Ev bajar bi gundên xwe ve mîrasa binemalên Aşêriyan bûn.
Pişka şeşan li binemalên Nefteliyiyan ket.
Sînorê wan ji darmaziya Saenannîmê ya ku li Hêlefê bû destpê dikir, digihîşt Adamî-Neqev, Yavneyêl û Laqqûmê û li Çemê Şerîayê diqediya.
Ji wir, ew ber bi aliyê rojava ve ditewiya Aznot-Tavorê û digihîşt Hûqoqê. Sînorên wan li başûr heta sînorê Zevûloniyan, li rojava heta sînorê Aşêriyan û li rojhilat heta Çemê Şerîayê dirêj dibû.
Bajarên bi sûran jî ev bûn: Siddîm, Sêr, Hammat, Raqqat, Kînneret,
Adama, Rama, Hasor,
Qedeş, Edreî, Eyn-Hasor,
Yîron, Mîgdal-Êl, Horêm, Bêtenat û Bêtşemeş; bi gundên xwe ve nozdeh bajar.
Ev bajar bi gundên xwe ve mîrasa binemalên Nefteliyiyan bûn.
Pişka heftan li binemalên Daniyan ket.
Bajarên di nav sînorên mîrasa wan de ev bûn: Sora, Eştaol, Îr-Şemeş,
Şaelabbîn, Ayalon, Yîtla,
Elon, Tîmna, Eqron,
Êlteqe, Gîbbeton, Baalat,
Yehûd, Benê-Beraq, Gat-Rîmmon,
Me-Yarkon, Raqqon û axa li pêşberî Yafayê.
Çaxê axa Daniyan ji destê wan derket, rabûn ku li dijî Leşemê şer bikin. Gava wan bajar desteser kir û gelê bajêr da ber şûran, ew der ji xwe re kir milk û tê de rûniştin. Wan navê bavkalê xwe Dan li Leşemê danî.
Ev bajar bi gundên xwe ve mîrasa binemalên Daniyan bûn.
Gava Îsraêliyan bi mîrasî herêmên welêt parve kirin, wan ji axa xwe mîras da Yêşûyê kurê Nûn.
Li ser fermana devê Xudan, wan bajarê ku wî dixwest da wî. Bi vî awayî Yêşû Tîmnat-Serahaya li herêma çiyayî ya Efrayîmê, ava kir û tê de rûnişt.
Mîrasên Êlezarê Kahin, Yêşûyê kurê Nûn û serekên binemalên eşîrên gelê Îsraêl bi riya pişkê li Şîloyê, li hizûra Xudan, li ber deriyê Konê Hevdîtinê dabûn, ev bûn. Bi vî awayî wan parvekirina welêt qedand.
Xudan ji Yêşû re got:
“Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Çawa ku min bi riya Mûsa li wan emir kir bajarên sitargehê kifş bikin
ku kesê bi şaşî û bêyî hemdê xwe bûbe sedema mirina kesekî, bireve wir. Wê ji bo we dereke sitargehê hebe ku hûnê ji ber kesê dixwaze heyfa xwînê bistîne birevin wir.
Kesê ku bûye sedema mirina kesekî, wê bireve yek ji van bajaran û li ber dergehê bajêr rewşa xwe ji rîspiyên bajêr re bêje. Paşê wê wî kesî bînin bajêr, cihekî bidinê û wê li ba wan bimîne.
Heke kesê dixwaze heyfa xwînê bistîne, bide pey kesê ku bûye sedema mirinê, bila rîspiyên bajêr wî teslîm nekin. Çimkî ji berê ve ew ne kîndarê cîranê xwe bûye û ew bêyî hemdê xwe bûye sedema mirina wî.
Kesê bûye sedema mirinê, heta li ber civatê were dîwankirin û heta mirina serkahinê wê demê, wê li wî bajarî bimîne. Piştre dikare vegere bajarê xwe yê ku jê reviyaye û here mala xwe.’”
Bi vî awayî wan li Celîleyê, li herêma çiyayî ya Nefteliyê bajarê Qedeşê, li herêma çiyayî ya Efrayîmê, bajarê Şexemê û li herêma çiyayî ya Cihûdayê bajarê Qîryat-Arbayê –ku Hevron e– veqetandin.
Herwiha wan li aliyê din ê Çemê Şerîayê, li rojhilatê Erîhayê, Besera bajarê Rûbêniyan a li deşta beriyê, li Gîladê bajarê Ramota Gadiyan û li nav sînorê Minaşşeyiyan bajarê Golana li Başanê kifş kirin.
Ji bo hemû gelê Îsraêl û xerîbên di nav xwe de ne ku li welêt bi şaşî bûne sedema mirina kesekî, birevin û bi destê kesê dixwaze heyfa xwînê bistîne ve bêyî dîwankirina li civatê neyên kuştin, ev bajar hatin kifşkirin.
Serekên binemalên Lêwiyiyan hatin ba Êlezarê Kahin, Yêşûyê kurê Nûn û serekên binemalên eşîrên gelê Îsraêl
û wan li axa Kenanê, li Şîloyê ji wan re got: “Xudan bi riya Mûsa emir kir ku bajarên em lê rûnin û mêrgên em heywanên xwe lê biçêrînin bidin me.”
Loma li ser fermana devê Xudan, Îsraêliyan ji mîrasa xwe ev bajar û mêrgên wan dan Lêwiyiyan.
Pişk li binemalên Qohatiyan ket. Lêwiyiyên kurên Harûnê Kahin, bi riya pişkê ji eşîrên Cihûda, Şimûn û Binyamîn sêzdeh bajar standin.
Qohatiyên din bi riya pişkê ji binemalên eşîrên Dan, Efrayîm û nîveşîra Minaşşe deh bajar standin.
Gêrşoniyan bi riya pişkê ji binemalên eşîrên Aşêr, Neftelî, Îssexar û nîveşîra Minaşşe ya li Başanê sêzdeh bajar standin.
Binemalên Mêrariyiyan ji eşîrên Gad, Rûbên û Zevûlon duwanzdeh bajar standin.
Çawa ku Xudan bi riya Mûsa li wan emir kiribû, Îsraêliyan ev bajar û mêrgên wan bi riya pişkê dan Lêwiyiyan.
Navên bajarên ku wan ji eşîrên Cihûda û Şimûn dan wan ev bûn
ku li binemalên Qohat ên ku Lêwiyî û kurên Harûn in ketin. Çimkî pişka pêşî li wan ket.
Wan li herêma çiyayî ya Cihûdayê Qîryat-Arbaya ku navê xwe ji bavkalê Enaqiyan Arbayê distand –ku Hevron e– û mêrgên dora wî dan wan.
Lê zevî û gundên bajêr, bi milkî dan Kalêvê kurê Yefûnne.
Wan ev der dan kurên Harûnê Kahin: Hevrona bajarê sitargeha kesên bûne sedema mirina kesên din û mêrgên wî, Lîvna û mêrgên wî,
Yattîr û mêrgên wî, Eştemoa û mêrgên wî,
Holon û mêrgên wî, Devîr û mêrgên wî,
Eyîn û mêrgên wî, Yûtta û mêrgên wî, Bêtşemeş û mêrgên wî; ji du eşîran neh bajar,
ji eşîra Binyamîn, Gîvon û mêrgên wî, Geva û mêrgên wî,
Enatot û mêrgên wî, Elmon û mêrgên wî; çar bajar.
Bajarên kurên Harûn –ku kahin in– li ser hev sêzdeh bajar û mêrgên wan bûn.
Wan ev bajar ji eşîra Efrayîm bi riya pişkê dan Qohatiyên din ên ji Lêwiyiyên binemalên Qohatiyan:
Şexema bajarê sitargeha kesên bûne sedema mirina kesên din û mêrgên wî yên li herêma çiyayî ya Efrayîmê, Gezer û mêrgên wî,
Qîvsayîm û mêrgên wî û Bêthoron û mêrgên wî; çar bajar,
ji eşîra Dan, Êlteqe û mêrgên wî, Gîbbeton û mêrgên wî,
Ayalon û mêrgên wî û Gat-Rîmmon û mêrgên wî; çar bajar,
ji nîveşîra Minaşşe, Taenax û mêrgên wî û Gat-Rîmmon û mêrgên wî; du bajar.
Bajarên ku ji binemalên Qohatiyên din, li ser hev deh bajar û mêrgên wan bûn.
Wan ev der ji para nîveşîra Minaşşe dan Gêrşoniyên ku yek ji binemalên Lêwiyiyan in: Golana bajarê sitargeha kesên bûne sedema mirina kesên din û mêrgên wî ku li herêma Başanê û Beeştera û mêrgên wî; du bajar,
ji eşîra Îssexar, Qîşyon û mêrgên wî, Daverat û mêrgên wî,
Yarmût û mêrgên wî û Eyn-Gannîm û mêrgên wî; çar bajar,
ji eşîra Aşêr, Mîşal û mêrgên wî, Evdon û mêrgên wî,
Helqat û mêrgên wî û Rehov û mêrgên wî; çar bajar,
ji eşîra Neftelî, Qedeşa bajarê sitargeha kesên bûne sedema mirina kesên din û mêrgên wî ku li herêma Celîleyê, Hammot-Dor û mêrgên wî û Qartan û mêrgên wî; sê bajar.
Bajarên binemalên Gêrşoniyan, li ser hev sêzdeh bajar û mêrgên wan bûn.
Wan ev der ji para eşîra Zevûlon dan Lêwiyiyên mayî ango binemalên Mêrariyiyan: Yoqneam û mêrgên wî, Qarta û mêrgên wî,
Dîmna û mêrgên wî, Nahalal û mêrgên wî; çar bajar,
ji eşîra Rûbên, Beser û mêrgên wî, Yahsa û mêrgên wî,
Qedêmot û mêrgên wî, Mefaet û mêrgên wî; çar bajar,
ji eşîra Gad, Ramota Gîlada bajarê sitargeha kesên bûne sedema mirina kesên din û mêrgên wî, Mahanayîm û mêrgên wî,
Heşbon û mêrgên wî, Yazêr û mêrgên wî; li ser hev çar bajar.
Bajarên ku bi riya pişkê ji binemalên Mêrariyiyên mayî yên ji binemalên Lêwiyiyan re hatin dayîn, duwanzdeh bajar bûn.
Bajarên Lêwiyî yên di nav welatê Îsraêl de li ser hev çil û heşt bajar û mêrgên wan bûn.
Li derdora van hemû bajaran mêrg hebûn, bajarekî bêmêrg tunebû.
Bi vî awayî Xudan tevahiya welêt da bav û kalên Îsraêliyan ku ji wan re sond xwar. Îsraêliyan jî ew ji xwe re kirin milk û tê de rûniştin.
Çawa ku wî ji bav û kalên wan re sond xwaribû, Xudan ji her alî ve aramî da wan. Ji dijminên wan, tu kes li ber wan nesekinî. Xudan hemû dijminên wan dan destê wan.
Tu gotina Xudan a ku wî dabû Mala Îsraêl vala derneket. Hemû pêk hatin.
Yêşû eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe civandin.
Wî ji wan re got: “Hemû tiştên ku Mûsayê xulamê Xudan li we emir kir, we pêk anîn. We di her tiştî de guhdariya dengê min jî kir.
Heta îro, di van gelek rojan de we birayên xwe tenê nehiştin û we peywira Xwedayê xwe Xudan pêk anî ku li we emir kiriye.
Va ye, çawa ku ji wan re gotibû, Xwedayê we Xudan aramî da birayên we. Niha rabin û vegerin konên xwe û welatê mîrasa xwe yê li aliyê din ê Çemê Şerîayê ku Mûsayê xulamê Xudan daye we.
Hay jê hebin ku hûn emir û Şerîeta Mûsayê xulamê Xudan li we kiriye baş pêk bînin. Ji Xwedayê xwe Xudan hez bikin, di riya wî de bimeşin, emrên wî pêk bînin, pê re dilsoz bin û bi hemû dilê xwe û bi hemû canê xwe xulamiya wî bikin.”
Bi vî awayî Yêşû ew pîroz û bereket kirin û paşê jî bi rê kirin. Ew vegeriyan konên xwe.
Mûsa li Başanê ax dabû nîveşîra Minaşşe, lê ji bo nîv-para mayî Yêşû li rojavayê Çemê Şerîayê, di nav birayên wan de ax dabû wan. Gava Yêşû ew pîroz kirin û şandin konên wan,
wî ji wan re got: “Bi dewlemendiyeke mezin, bi gelek pez û dewaran, bi zêr û zîv, bi tûnc û hesin û bi gelek cilûbergan vegerin konên xwe. Talanê dijminên xwe bi birayên xwe re parve bikin.”
Bi vî awayî eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe, ji Şîloya ku li axa Kenanê ye, ji ba Îsraêliyan rabûn û çûn. Ew çûn axa Gîladê, axa mîrasa xwe ku li ser fermana devê Xudan ku bi riya Mûsa hatiye dayîn, standibû.
Çaxê eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe gihîştin herêma Çemê Şerîayê ya ku li axa Kenanê dimîne, li ber çêm gorîgeheke mezin û biheytehol çêkir.
Îsraêliyan bihîst ku eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe di nav sînorên axa Kenanê de, li kêleka Çemê Şerîayê, li ser axa Îsraêliyan gorîgehek çêkiriye.
Gava wan ev yek bihîst, tevahiya civaka Îsraêl li Şîloyê civiya ku li dijî wan şer bike.
Gelê Îsraêl Pînehasê kurê Êlezarê Kahin şand Gîladê, ba eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe.
Wan pê re deh serek şandin ku her yek ji wan ji eşîrekê bû. Her yekî ji wan di nav eşîrên Îsraêl de serekê malbata xwe bû.
Ew hatin axa Gîladê, ba eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe û wan got:
“Tevahiya civaka Xudan vê dibêje: ‘We îro bi çêkirina vê gorîgehê bi Xwedayê Îsraêl re nedilsozî kir û dev ji riya wî berda. Ev çi nedilsozî ye ku hûn li dijî Xwedayê Îsraêl dikin?
Ma gunehê Peor têrê nekir ku me hê jî xwe jê paqij nekiriye û ji rûyê wî bela tê serê civaka Xudan?
Hûnê jî îro dev jê berdin û terka Xudan bikin? Heke hûn îro serî li dijî Xudan rakin, wê sibê Xudan li tevahiya civaka Îsraêl hêrs bibe.
Heke welatê hûn li ser in ne paqij e, derbasî welatê Xudan ê ku Meskenê Xudan li wir e bibin û di nav me de bibin xweyî milk. Ji bilî gorîgeha Xwedayê xwe Xudan tu gorîgehan ji xwe re çênekin. Li dijî Xudan û li dijî me serî ranekin.
Ma Exanê kurê Zerah di tiştên ji Xudan re hatine veqetandin de nedilsozî nekir û xezeb bi ser tevahiya civaka Îsraêl de nehat? Jixwe ji ber sûcê xwe, ew tenê helak nebû!’”
Eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe bersiva serekên binemalên Îsraêlî da û got:
“Xwedayê Herî Mezin Xudan! Erê, Xwedayê Herî Mezin Xudan vê yekê dizane û bila Îsraêl jî bizanibe! Heke ya ku me kiriye li dijî Xudan serhildan an jî nedilsozî be, bila Xudan îro me nehêle.
Heke me gorîgeh ji bo xwe, ji bo ku em dev ji Xudan berdin û li ser qurbanên şewitandinê, pêşkêşiyên dexlê û pêşkêşiyên aştiyê pêşkêş bikin çêkiribe, bila Xudan hesabê vê ji me bipirse.
Me ev ji tirsê kir ku sibê zarokên we ji zarokên me re nebêjin: ‘Ma çi têkiliya we bi Xwedayê Îsraêl Xudan re heye?
Rûbênîno! Gadîno! Xudan Çemê Şerîayê di navbera me û we de kir sînor. Tu para we li ba Xudan tuneye.’ Bi vî awayî zarokên we dikarin nehêlin ku zarokên me jî biperizin Xudan.
Loma me got: ‘Em ji xwe re gorîgehekê çêkin ku ne ji bo qurbanên şewitandinê yan jî qurbanên din e.’
Bila di navbera me û we de û piştî me di navbera ziriyetên me de bibe şahid. Bi vî awayî emê li gorîgeha Xudan, bi qurbanên şewitandinê, qurban û pêşkêşiyên aştiyê biperizin Xudan. Wê zarokên we jî sibê ji zarokên me re nebêjin: ‘Tu pareke we li ba Xudan tuneye.’
Herwiha me di dilê xwe got ku heke sibê ji me re yan ji zarokên me re tiştekî wiha bêjin, emê jî bêjin: ‘Li mînaka gorîgeha ku bav û kalên me ji Xudan re çêkiriye binêrin. Ev ne ji bo qurbanên şewitandinê yan jî qurbanên din e. Lê di navbera me û we de şahidiyek e.’
Serhildana li dijî Xudan, averêbûna ji riya wî, ji bo qurbana şewitandinê, pêşkêşiya dexlê û qurbanên din, ji bilî gorîgeha Xwedayê me Xudan a ku li ber meskenê wî ye, çêkirina gorîgeheke din, bila ji me dûr be.”
Gava Pînehasê Kahin û rêberên civakê, ango serekên binemalên gelê Îsraêl ên ku gotinên eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe got bihîstin, ev yek di çavê wan de baş bû.
Li ser vê yekê Pînehasê kurê Êlezarê Kahin ji eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşe re got: “Îro em dizanin ku Xudan di nav me de ye, çimkî we pê re nedilsozî nekir. Bi vî awayî we gelê Îsraêl ji destê Xudan rizgar kir.”
Pînehasê kurê Êlezarê Kahin û serekên pê re ne, ji axa Gîlada Gadî û Rûbêniyan li axa Kenanê vegeriyan ba gelê Îsraêl. Wan ya bûyî ji wan re got.
Ev yek di çavê wan de jî baş bû û wan pesnê Xudan da. Wan êdî behsa êrîşkirin û xerakirina axa ku Gadî û Rûbênî li ser rûdinin nekir.
Eşîrên Gad û Rûbên navê gorîgehê “Şahid ” danî û got: “Ev di navbera me de şahid e ku Xudan, Xwedê ye.”
Piştî demeke dirêj, piştî ku Xudan ji dijminên derdora wan aramî dabû gelê Îsraêl, Yêşû kal bûbû û bi salan ve çûbû.
Wî hemû Îsraêlî, rîspî, peywirdar, dadger û rêberên wan civandin û ji wan re got: “Ez pîr bûme û bi salan ve çûme.
We dît ku Xwedayê we Xudan ji bo xatirê we çi anî serê tevahiya van miletan. Çimkî Yê ku ji bo we şer dikir Xwedayê we Xudan bû.
Va ye min axa van miletên mayî û axa hemû miletên hatibûn qewitandin ku ji Çemê Şerîayê ber bi rojava ve heta Derya Spî rûdiniştin bi milkî dan eşîrên we.
Wê Xwedayê we Xudan van miletan ji ber we bavêje û biqewitîne. Çawa Xwedayê we Xudan ji we re got, hûnê axa wan ji xwe re bikin milk.
Loma gelekî hêzdar bin ku hemû tiştên di Nivîsa Şerîeta Mûsa de hatiye nivîsandin pêk bînin. Jê ber bi milê çep û rastê ve averê nebin.
Bi miletên di nav we de dimînin re tevlihev nebin. Navên îlahên wan hilnedin û bi wan sond nexwin. Xulamiya wan nekin û li ber wan neçin ser çokan.
Lê çawa ku we heta îro kiriye, bi Xwedayê xwe Xudan ve girêdayî bimînin.
Çimkî Xudan li ber we miletên mezin û hêzdar qewitandin û tu kes heta îro li pêşberî we nesekiniye.
Çawa ku wî ji we re got, wê Xwedayê we Xudan ji bo we şer bike û wê yek ji we hezar kesan biqewitîne.
Baş hay ji xwe hebin ku hûn ji Xwedayê xwe Xudan hez bikin.
Heke hûn pişta xwe bidin wî, bi van miletên di nav we de dimînin re bibin yek, bi wan re merivatiyê bikin, ew tev li we bibin û hûn tev li wan bibin,
wê gavê baş bizanibin wê Xwedayê we Xudan ji pêş we van miletan neqewitîne û heta ku hûn li ser vî welatê qenc ê ku Xwedayê we Xudan daye we tune bibin, wê ev milet ji bo we bibin dafik, xefik, zixtê li ser pişta we û kelemê nav çavê we.
“Niha ez diçim wê riya ku hemû dinya diçê. Hûn hemû jî bi hemû dilê xwe û bi hemû canê xwe dizanin ku ji hemû tiştên baş ên ku Xwedayê we Xudan li ser we got, tu tişt jî vala derneket. Hemû jî pêk hatin, tiştekî vala derneket.
Lê çawa ku hemû tiştên baş ên ku Xwedayê we Xudan li ser we got pêk hatin, dibe ku wisa jî Xwedayê we Xudan li ser vî welatê qenc ê ku daye we heta we tune bike, hemû tiştên xerab bîne serê we.
Heke hûn peymana ku Xwedayê we Xudan li we emir kiriye binpê bikin, herin xulamiya îlahan bikin û li ber wan herin ser çokan, wê hêrsa Xudan li dijî we rabe û hûnê yekser li ser vî welatê qenc ê ku daye we tune bibin.”
Yêşû hemû eşîrên Îsraêl li Şexemê civandin. Wî gazî rîspî, serek, dadger û peywirdarên Îsraêliyan kir û ew li pêşberî Xwedê sekinîn.
Yêşû ji tevahiya gel re got: “Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Dema berê, di dema Têrahê bavê Îbrahîm û Nahor de jî bav û kalên we li aliyê din ê Feratê rûdiniştin û xulamiya îlahan dikirin.
Lê min Îbrahîmê bavkalê we ji aliyê din ê çêm hilda û li tevahiya Kenanê gerand. Min ziriyeta wî zêde kir û Îshaq dayê.
Min Aqûb û Esaw jî dan Îshaq. Min herêma çiyayî ya Seîrê bi milkî da Esaw, lê Aqûb û kurên wî çûn Misrê.
Piştre min Mûsa û Harûn şandin, bela anîn ser Misrê û hûn ji wir deranîn.
Çaxê min bav û kalên we ji Misrê deranîn, ew hatin ber deryayê. Misrî heta Derya Sor bi siwarî û erebeyên şer da pey bav û kalên we.
Gava wan li min kir hewar, min navbera we û Misriyan tarî kir û bi ava deryayê ser Misriyan nixamt. Tiştên ku min li Misriyan kirin, we bi çavê xwe dîtin. “‘Paşê hûn demeke dirêj li beriyê man,
min hûn anîn welatê Amoriyên ku li aliyê din ê Çemê Şerîayê diman. Wan li dijî we şer kir, min ew dan destê we û we welatê wan ji xwe re kir milk. Min ew ji pêş we tune kirin.
Balaqê kurê Sîpporê Padîşahê Moavê rabû û li dijî gelê Îsraêl şer kir. Wî şand pey Balamê kurê Beor ku naletê li we bîne.
Lê min guhdariya Balam nekir. Bi ser de wî hûn pîroz û bereket dikirin. Bi vî awayî min hûn ji destê wî rizgar kirin.
Gava hûn ji Çemê Şerîayê derbas bûn û hatin Erîhayê, gelê Erîhayê li dijî we şer kir. Wisa jî Amorî, Perîzzî, Kenanî, Hîtîtî, Gîrgaşî, Hîwî û Yevûsiyan li dijî we şer kir. Min ew hemû dan destê we.
Min ji pêşiya we mozebeş şandin û wan herdu padîşahên Amoriyan ji ber we qewitandin. Ev yek bi şûr û kevanê we çênebû!
Bi vî awayî min welatê ku we di ber de keda xwe nedaye û bajarên ku we ava nekirine da we û hûn di wan de rûdinin. Hûn ji rez û zeytûnên ku we nedanîne dixwin.’
“Loma niha ji Xudan bitirsin. Bi kamilî û dilsozî jê re xulamiyê bikin. Îlahên ku bav û kalên we li aliyê din ê Çemê Feratê û li Misrê xulamiya wan dikirin bavêjin û xulamiya Xudan bikin.
Heke niha xulamiya Xudan li ber çavê we ne baş be, divê hûn îro hilbijêrin ka hûnê xulamiya kê bikin. Gelo hûnê xulamiya îlahên bav û kalên we bikin ku li aliyê din ê Çemê Feratê xulamî dikirin? An hûnê xulamiya îlahên Amoriyan bikin ku hûn li welatê wan rûdinin. Lê ez û maliyên xwe, emê xulamiya Xudan bikin!”
Gel lê vegerand û got: “Bila berdana Xudan û xulamiya îlahan ji me dûr be!
Çimkî Yê ku em û bav û kalên me ji welatê Misrê û ji warê koletiyê deranîn Xwedayê me Xudan e. Wî li ber çavê me nîşanên mezin diyar kirin. Wî di hemû riya em tê de meşiyan û di nav hemû gelên em derbas bûn de em parastin.
Xudan ji pêş me Amorî û hemû miletên ku li welêt rûdinin qewitandin. Emê ji Xudan re xulamiyê bikin. Ew Xwedayê me ye.”
Yêşû ji gel re got: “Hûn nikarin xulamiya Xudan bikin. Çimkî ew Xwedayekî pîroz e. Ew Xwedayekî xîretkêş e. Ew guneh û neheqiyên we bi hêsanî nabexişîne.
Heke hûn dev ji Xudan berdin û xulamiya îlahên xerîb bikin, tevî ku bi we re qenciyê kiriye jî, wê berê xwe ji we bizivirîne, xerabiyê bi we re bike û we biqedîne.”
Gel ji Yêşû re got: “Na! Emê tenê ji Xudan re xulamiyê bikin.”
Loma wî ji gel re got: “Hûn bi xwe şahid in. We ji bo xwe Xudan hilbijart ku hûn jê re xulamiyê bikin.” Wan got: “Erê, em şahid in.”
Yêşû got: “Loma niha îlahên xerîb ên di nav we de ne bavêjin û dilê xwe bidin Xwedayê Îsraêl Xudan.”
Gel ji Yêşû re got: “Emê xulamiya Xwedayê xwe Xudan bikin û guh bidin dengê wî.”
Bi vî awayî Yêşû wê rojê li Şexemê bi gel re peymanekê çêkir û ji bo wan qanûn û rêbaz kifş kirin.
Yêşû ev gotin di Nivîsa Şerîeta Xudan de jî nivîsandin. Wî kevirekî mezin hilda, ew li wê derê, li ber darberûya li ba Pîrozgeha Xudan çikand.
Yêşû ji tevahiya gel re got: “Va ye ev kevir, wê ji me re bibe şahid. Çimkî wî hemû gotinên ku Xudan ji me re gotin bihîstin. Heke hûn bi Xwedayê xwe re dilsoz nebin, wê ev kevir li dijî we bibe şahid.”
Piştre Yêşû gel şand ser mîrasên wan.
Piştî van tiştan, Yêşûyê kurê Nûnê xulamê Xudan di sed û deh saliya xwe de mir.
Wan ew di axa mîrasa wî de, li Tîmnat-Serahê veşart ku li herêma çiyayî ya Efrayîmê, li bakurê Çiyayê Gaeşê ye.
Di tevahiya emrê Yêşû û tevahiya emrê rîspiyên ku hemû kirinên Xudan ji bo gelê Îsraêl kirine zanibûn û piştî Yêşû sax mane de, gelê Îsraêl xulamiya Xudan kir.
Hestiyên Ûsiv ên ku Îsraêliyan ji Misrê bi xwe re anîbûn, li zeviya Aqûb a li Şexemê veşartibûn. Aqûb ev zevî ji kurên Hamorê bavê Şexem, bi sed perçe zîvî kirîbû. Bi vî awayî ev der bû milkê ziriyeta Ûsiv.
Êlezarê kurê Harûn mir û wan ew li Gîvayê veşart. Ew der li herêma çiyayî ya Efrayîmê bû ku dabû Pînehasê kurê wî.
Piştî mirina Yêşû, gelê Îsraêl ji Xudan pirsî û got: “Wê kî ji nav me pêşî here şerê Kenaniyan?”
Xudan got: “Bila eşîra Cihûda here. Min welatê Kenanê da destê wan.”
Paşê Cihûdayiyan ji birayên xwe yên Şimûnî re got: “Rabin bi me re werin axa para me. Em li dijî Kenaniyan şer bikin. Paşê emê bi we re herin axa para we jî.” Bi vî awayî Şimûnî bi wan re çûn.
Cihûdayî çûn û Xudan Kenanî û Perîzzî dan destê wan. Li Bezeqê, wan deh hezar Kenanî têk birin.
Li wir, ew rastî Adonî-Bezeq hatin. Gava wan li dijî wî şer kir, wan Kenanî û Perîzzî têk birin.
Adonî-Bezeq reviya. Lê wan da pey wî, ew girt û tiliyên mezin ên dest û lingên wî jê kirin.
Adonî-Bezeq got: “Heftê padîşahên ku tiliyên mezin ên dest û lingên wan hatine jêkirin, ji bermayiyên sifreya min dixwarin. Xwedê bergîdana kirinên min da.” Wan ew anî Orşelîmê û ew li wir mir.
Eşîra Cihûda êrîşî Orşelîmê kir û bajar desteser kir. Wan gel da ber şûran û agir berda bajêr.
Piştre Cihûdayî çûn aliyê başûr ku li dijî Kenaniyan şer bikin ku li herêma çiyayî, Negevê û Şefêlayê diman.
Cihûdayî bi ser Kenaniyên Hevronê de çûn ku navê wê yê berê Qîryat-Arba bû. Li wir, wan Şêşay, Ahîman û Talmay têk birin.
Ji wir, ew bi ser şêniyên Devîrê de çûn ku navê wê yê berê Qîryat-Sêfer bû.
Kalêv got: “Kesê ku êrîşî Qîryat-Sêferê bike û desteser bike, ezê Exsaya keça xwe bidimê.”
Otniyêlê kurê Qenazê birayê biçûk ê Kalêv, bajar desteser kir û Kalêv keça xwe Exsa da wî.
Çaxê keçik çû ba mêrê xwe, wê jê xwest ku ji bavê wê zeviyekê bixwaze. Gava keçik ji kerê peya bû, Kalêv jê re got: “Tiştekî ji min dixwazî heye?”
Keçikê jê re got: “Diyariyekê bide min. Madem te ez şandim Negevê, kaniyên avê jî bide min.” Bi vî awayî Kalêv kaniyên jorîn û jêrîn jî dan wê.
Ziriyeta Qêniyê xezûrê Mûsa, bi Cihûdayiyan re ji Bajarê Xurmeyan rabû çû Beriya Cihûdayê ya ku dikeve Başûrê Eradê û bi wan re rûnişt.
Cihûdayiyan bi birayên xwe yên Şimûnî re Kenanî têk birin ku li bajarê Sefatê diman. Wan ew bi tevahî tune kirin û navê Horma lê danî.
Eşîra Cihûda Xeza û sînorên wê, Aşqelon û sînorên wê û Eqron û sînorên wê girtin.
Xudan bi eşîra Cihûda re bû. Wan herêma çiyayî ji xwe re kir milk, lê ew nikaribûn şêniyên deştê biqewitînin. Çimkî erebeyên wan ên şer ên hesin hebûn.
Çawa ku Mûsa gotibû, wan Hevron da Kalêv. Kalêv sê kurên Enaq ji wir qewitandin.
Lê Binyamîniyan, Yevûsî neqewitandin ku li Orşelîmê rûdiniştin. Yevûsî îro jî li Orşelîmê bi Binyamîniyan re rûdinin.
Mala Ûsiv bi ser Bêt-Êlê re çû. Xudan bi wan re bû.
Wan zilam şandin Bêt-Êlê ku lêkolînê bikin. Navê bajêr ê berê Lûz bû.
Gava sixûran zilamekî ku ji bajêr dertê dît, wan jê re got: “Heke tu deriyê ketina bajêr nîşanî me bidî emê jî qenciyê bi te bikin.”
Wî deriyê ketina bajêr nîşanî wan da. Wan tevahiya bajêr da ber şûran, lê wan ew zilam û tevahiya malbata wî berdan.
Zilam çû welatê Hîtîtiyan, li wir bajarek ava kir û navê wî Lûz danî. Bajar heta îro jî bi vî navî tê zanîn.
Eşîra Minaşşe şêniyên Bêtşean û gundên wê, Taenax û gundên wê, Dor û gundên wê, Yîvleam û gundên wê û Megîddo û gundên wê neqewitandin. Kenaniyan ji bo ku li welêt bimînin, li ber xwe da.
Gava gelê Îsraêl hêzdar bû, wan Kenanî bi suxrevanî xebitandin. Lê wan ew bi tevahî neqewitandin.
Eşîra Efrayîm Kenaniyên li Gezerê rûdiniştin neqewitandin. Loma Kenanî li Gezerê di nav wan de rûniştin.
Eşîra Zevûlon şêniyên Qîtron û Nahalolê neqewitandin. Loma Kenanî di nav wan de rûniştin. Wan suxrevanî kir.
Eşîra Aşêr şêniyên Akko, Sayda, Ahlav, Akzîv, Helba, Afêq û Rehovê neqewitandin.
Ji ber ku wan şêniyên welêt neqewitandin, Aşêrî di nav Kenaniyan de rûniştin.
Eşîra Neftelî şêniyên Bêtşemeş û Bêtenatê neqewitandin û di nav Kenaniyan de rûniştin ku şêniyên welêt bûn. Lê şêniyên Bêtşemeş û Bêtenatê suxrevan bûn.
Amoriyan nehişt ku eşîra Dan berjêrî deştê bibe, lê wan ew li herêma çiyayî asê hiştin.
Amoriyan li ber xwe da ku li Çiyayê Heresê, li Ayalonê û li Şaelbîmê bimînin. Lê destê Mala Ûsiv li ser Amoriyan giran bû û ew bûn suxrevan.
Sînorê Amoriyan ji Hevrazê Dûpişkan heta Selayê û wêdetir dirêj bûbû.
Milyaketê Xudan ji Gîlgalê derket Boxîmê û ji gelê Îsraêl re got: “Min hûn ji Misrê deranîn û anîn welatê ku min ji bav û kalên we re soz dabû. Min got: ‘Ezê peymana ku min bi we re çêkiriye tu caran xera nekim.
Divê hûn bi şêniyên welêt re peymanekê çênekin. Gorîgehên wan jî hilweşînin.’ Lê we guhdariya dengê min nekir. We çima wisa kir?
Loma ez dibêjim: ‘Ezê ji ber we wan neqewitînim. Wê ji bo we bibin dijmin û îlahên wan jî, ji bo we bibin dafik.’”
Gava milyaketê Xudan ev tişt ji hemû gelê Îsraêl re got, gel bi dengekî bilind giriya.
Loma wan navê wê derê Boxîm danî û li wir ji Xudan re qurban serjê kirin.
Yêşû gel berda. Hemû gelê Îsraêl çû ku mîrasa wan ji xwe re bike milk.
Di tevahiya emrê Yêşû û emrê rîspiyên ku piştî Yêşû sax mane de gelê Îsraêl xulamiya Xudan kir. Wan hemû kirinên Xudan ên mezin ji bo gelê Îsraêl kirine dîtibûn.
Yêşûyê kurê Nûn, xulamê Xudan sed û deh salî mir.
Wan ew li Tîmnat-Heresa herêma çiyayî ya Efrayîmê, li bakurê Çiyayê Gaeşê di nav sînorên mîrasa wî de veşart.
Piştî ku tevahiya wî nifşî mir û gihîşt bav û kalên xwe, nifşekî din rabû ku Xudan û ya ku wî ji bo gelê Îsraêl kiriye nizanibû.
Gelê Îsraêl tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Wan xulamiya Baalan kir.
Wan dev ji Xwedayê bavkalên xwe Xudan berda ku ew ji welatê Misrê deranîn. Ew li pey îlahên gelên din ên ku li der û dora wan dijîn ketin. Ew li ber wan deverû çûn erdê û Xudan hêrs kir.
Wan dev ji Xudan berda û xulamiya Baal û Eştoretan kir.
Li ser vê yekê hêrsa Xudan li dijî gelê Îsraêl rabû û wî ew dan destê talankarên wan. Wî ew firotin destê dijminên derdora wan ku nikaribûn li ber dijminên xwe bisekinin.
Çawa ku Xudan ji wan re gotibû û sond xwaribû, gava diçûn şer, destê Xudan li dijî wan bû. Loma ew ketin tengasiya mezin.
Li ser vê yekê Xudan dadger derxistin ku wan ji destê talankaran rizgar bikin.
Lê wan guhdariya dadgerên xwe jî nekir. Wan bêbextî kir û da pey îlahan. Ew li ber wan deverû çûn erdê. Wan zû dev ji riya bav û kalên xwe yên ku guh didan emrên Xudan, berda. Wan wisa nekir.
Gava Xudan ji bo wan dadgerek derdixist, Xudan pê re bû û wî dadgerî di hemû rojên xwe de ew ji destê dijminê wan rizgar dikir. Çimkî Xudan ji ber nalîna wan a ku zordaran tengasî dida wan, li ber wan diket.
Lê gava dadger dimiriya, dizivirîn û ji bav û kalên xwe bêtir xera dibûn. Wan dîsa dida pey îlahan, xulamiya wan dikirin û li ber wan deverû diçûn erdê. Wan dev ji tu kar û riya serhişkiyê bernedida.
Li ser vê yekê hêrsa Xudan li dijî gelê Îsraêl rabû. Wî got: “Ji ber ku vî miletî peymana min a ku min li bav û kalên wan emir kir xera kir û guhdariya dengê min nekir,
ezê êdî ji ber wan tu miletî neqewitînim ku Yêşû di dema mirina xwe de hiştiye.”
Xudan gelê Îsraêl bi van miletan ceriband, ka wê wekî bav û kalên xwe li ser riya wî bimeşin an na.
Xudan di carekê de ew neqewitandin û nedan destê Yêşû. Xudan ew milet hiştin.
Xudan hinek milet li Kenanê hiştin ku gelê Îsraêl biceribîne. Wî ew ji bo hînkirina şer a nifşên gelê Îsraêl ku bi şer nizanibûn hiştin. Ew milet ev bûn:
Pênc begên Filîstiyan, hemû Kenanî, Saydayî û Hîwiyên ku Çiyayên Lubnanê, ji Çiyayê Baal-Hermonê heta Levo-Hamatê rûdiniştin.
Ev milet ji bo ceribandina gelê Îsraêl bûn, ka gelê Îsraêl emrên ku Xudan bi riya Mûsa li bav û kalên wan kiribûn, pêk tînin an na.
Bi vî awayî gelê Îsraêl di nav Kenanî, Hîtîtî, Amorî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyan de rûniştin.
Gelê Îsraêl keçên wan ji xwe re anîn û keçên xwe jî dan wan. Wan xulamiya îlahên wan jî kir.
Gelê Îsraêl tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Wan Xwedayê xwe Xudan ji bîr kir û xulamiya îlahên Baal û Aşêrayê kir.
Hêrsa Xudan li dijî gelê Îsraêl rabû û wî ew da destê Kûşan-Rîşatayîmê Padîşahê Aram-Naharayîmê. Gelê Îsraêl heşt salan xulamiya Kûşan-Rîşatayîm kir.
Lê gava gelê Îsraêl li Xudan kir hewar, wî rizgarkarekî bi navê Otniyêl ji bo wan derxist ku wan rizgar bike. Otniyêl, kurê Qenazê birayê biçûk ê Kalêv bû.
Ruhê Xudan hat ser wî û wî serweriya gelê Îsraêl kir. Otniyêl çû şer û Xudan Padîşahê Aram-Naharayîmê, Kûşan-Rîşatayîm da destê wî. Ew li dijî Kûşan-Rîşatayîm bi ser ket.
Heta mirina Otniyêlê kurê Qenaz, welat çil salan di nav aştiyê de ma.
Gelê Îsraêl careke din tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Ji bo ku wisa kirin, Xudan li dijî wan Eglonê Padîşahê Moavê hêzdar kir.
Eglon, Emmonî û Emalêqiyan kişandin aliyê xwe. Wan êrîşî gelê Îsraêl kir, ew têk bir û Bajarê Xurmeyan desteser kir.
Bi vî awayî gelê Îsraêl hijdeh salan xulamiya Eglonê Padîşahê Moavê kir.
Lê gava gelê Îsraêl ji Xudan re kir hewar, wî ji bo wan rizgarkarek derxist. Navê wî Êhûdê kurê Gêra bû. Ew ji Binyamîniyan û çep bû. Gelê Îsraêl bi destê wî ji Eglonê Padîşahê Moavê re bac şand.
Êhûd ji bo xwe xencereke bi dirêjahiya gazekê çêkir û ew li ser qorika xwe ya rastê, di bin kincê xwe de veşart.
Çû û bac pêşkêşî Eglonê Padîşahê Moavê kir. Eglon zilamekî pir qelew bû.
Gava Êhûd pêşkêşkirina bacê qedand, zilamên xwe yên ku bac hilgirtiye, şandin.
Lê gava gihîşt kevirên necirandî ên nêzîkî Gîlgalê, vegeriya û ji Eglon re got: “Ya padîşah, ez dixwazim tiştekî bi dizî ji te re bêjim.” Padîşah got: “Hiş be” û hemû zilamên li ba xwe derxistin derve.
Êhûd nêzîkî padîşah bû. Padîşah li odeya xwe ya hênik a jor bi tena serê xwe rûniştibû. Êhûd got: “Ji Xwedê gotineke min ji te re heye” û ew ji textê xwe rabû.
Êhûd bi destê xwe yê çepê xencera li ser qorika xwe ya rastê derxist û li zikê padîşah xist.
Xencer bi destiyê wê ve çû navê. Ji ber ku Êhûd xencer ji zikê wî nekişand, ew di nav bezê wî de winda bû. Êhûd çû.
Gava ew derket ber sefikê, wî deriyên diçin odeya jorîn bi ser wî de girtin û kilîd kirin.
Piştî ew derket, xulamên padîşah hatin. Lê gava dît ku deriyê odeya jorîn girtî ye, wan got: “Qey çûye destavê.”
Heta sil bûn li benda padîşah man, lê wî dîsa deriyê odeya jorîn venekir. Loma wan mifte hilda, derî vekir û dît ku xweyê wan ketiye erdê û miriye.
Divê navberê de, gava xulam disekinîn, Êhûd reviya. Ew ji kevirên necirandî derbas bû û çû Seîrayê.
Çaxê hat, li herêma çiyayî ya Efrayîmê li boriyê xist. Gelê Îsraêl pê re ji herêma çiyayî daket, Êhûd jî da pêşiya wan.
Wî ji wan re got: “Li pey min werin! Çimkî Xudan Moaviyên dijminên we dan destê we.” Ew li pey wî çûn û li dijî Moaviyan bihorên Çemê Şerîayê girtin. Wan nehişt kesek derbas bibe.
Wê demê wan bi qasî deh hezar Moaviyên xurt û mêrxas kuştin. Tu kes nefilitî.
Bi vî awayî, Moavî wê rojê ketin bin destê gelê Îsraêl. Welat heştê salan di nav aştiyê de ma.
Piştî Êhûd, Şamgarê kurê Enat hat. Şamgar şeş sed Filîstî bi zixta dewêr kuştin. Wî jî gelê Îsraêl rizgar kir.
Piştî mirina Êhûd, gelê Îsraêl careke din tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin.
Xudan gelê Îsraêl da destê Yavînê Padîşahê Kenanê ku li Hasorê serwerî dikir. Fermandarê artêşa wî, Sîsera bû ku li Haroşet-Goyîmê rûdinişt.
Gelê Îsraêl li Xudan kir hewar. Çimkî neh sed erebeyên wî yên hesin hebûn û wî bîst salan zordariya dijwar li gelê Îsraêl kir.
Wê gavê Deboraya Pêxember a jina Lappîdot serweriya gelê Îsraêl dikir.
Debora li bin dara xwe ya xurmê ya ku li herêma çiyayî ya Efrayîmê, di navbera Rama û Bêt-Êlê de bû, rûdinişt û li dozên gelê Îsraêl dinêrî.
Rojekê Deborayê şand pey Baraqê kurê Avînoemê ji Qedeş-Nefteliyê û jê re got: “Xwedayê Îsraêl Xudan li te emir dike û dibêje: ‘Rabe, ji eşîrên Neftelî û Zevûlon deh hezar kesan hilde û here Çiyayê Tavorê.
Ezê Sîserayê fermandarê Yavînê Padîşah û erebeyên wî yên şer li Geliyê Qîşonê bînim û bidim destê te.’”
Baraq ji Deborayê re got: “Heke tu bi min re bêyî, ezê herim. Lê heke tu bi min re neyî, ez naçim.”
Deborayê got: “Baş e, ezê bi te re bêm. Lê riya ku te xwestiye wê te birûmet neke. Çimkî wê Xudan Sîsera bide destê jinekê.” Îcar Debora rabû û pê re çû Qedeşê.
Baraq eşîrên Neftelî û Zevûlon li Qedeşê civandin. Deh hezar kes li pey wî bûn. Debora jî pê re çû.
Di vê navberê de Heverê Qênî ji Qêniyên din qetiyabû ku ji ziriyeta Hovavê xezûrê Mûsa bûn. Wî konê xwe li ber darmaziya Saenannîmê danîbû ku nêzîkî Qedeşê bû.
Gava Sîsera pê hesiya ku Baraqê kurê Avînoem derketiye Çiyayê Tavorê,
wî hemû erebeyên xwe, neh sed erebeyên hesin û hemû zilamên pê re ji Haroşet-Goyîmê deranî û li Geliyê Qîşonê civandin.
Debora ji Baraq re got: “De rabe! Roja ku Xudan Sîsera bide destê te, îro ye! Wê Xudan li pêş te here.” Li ser vê yekê Baraq bi deh hezar kesan re ji Çiyayê Tavorê daket.
Li ber Baraq, Xudan Sîsera, hemû erebeyên wî yên şer û tevahiya artêşa wî kirin nav tirs û sawê. Sîsera ji erebeya xwe ya şer peya bû û reviya.
Baraq jî heta Haroşet-Goyîmê da pey erebeyên şer û artêşê. Tevahiya artêşa Sîsera ket ber şûran. Tu kes nefilitî.
Sîserayê ku reviya, bi peya çû û ket konê Yaela jina Heverê Qênî. Çimkî di navbera Yavînê Padîşahê Hasorê û binemala Heverê Qênî de aştî hebû.
Yaelê pêşwaziya Sîsera kir û jê re got: “Were ezbenî, were ba min. Netirse.” Bi vî awayî Sîsera xwe avêt konê wê. Wê jî ew bi lihêfê nixamt.
Sîsera got: “Ji kerema xwe hinek av bide min, ez vexwim. Ez tî me.” Wê meşka şîr vekir, şîr dayê û careke din ser wî nixamt.
Sîsera jê re got: “Li ber deriyê kon bisekine. Heke zilamek bê û ji te re bêje: ‘Kes li kon heye?’ tu bêje: ‘Tuneye.’”
Lê Yaela jina Hever singekî kon û çakûç hilda. Ew hêdî çû ba Sîserayê ku westiyaye û di xewê re çûye. Wê sing danî ser cênîka wî û heta ku di erdê re derket kuta. Bi vî awayî Sîsera mir.
Baraqê ku dida pey Sîsera hat. Yael jî hat pêşwaziya wî û jê re got: “Ka were, ez zilamê tu lê digerî nîşanî te bidim.” Ew ket konê wê û dît ku Sîsera ketiye û miriye. Singek di cênîka wî de çikandî bû.
Bi vî awayî Xwedê wê rojê Yavînê Padîşahê Kenanî li ber gelê Îsraêl têk bir.
Destê gelê Îsraêl li ser Yavînê Padîşahê Kenanê her ku diçû zordartir dibû û wan ew helak kir.
Wê rojê Debora û Baraqê kurê Avînoem ev stran got:
“Gava serek li welatê Îsraêl serweriyê dikin, Çaxê gel bi dil û can diçe şer, pesnê Xudan bidin!
“Padîşahno, bibihîzin! Mîrno, guh bidin! Ez, erê ezê ji Xudan re stranan bêjim, Ezê ji Xwedayê Îsraêl Xudan re lavijan bêjim.
“Ya Xudan, gava tu ji Seîrê derketî, Çaxê di axa Edomê re meşiyayî, Erd hejiya, ezmanan av rijand. Erê, ewran baran barand.
Li pêş Xudanê ku li Sînayê bû, Li ber Xwedayê Îsraêl Xudan çiya lerizîn.
“Di dema Şamgarê kurê Enat de, Di rojên Yaelê de riyên kerwanan hatin birîn, Rêwî di rêçik û şiverêyan re çûn.
Gundên welatê Îsraêl vala bûn. Erê vala bûn, Heta ez, Debora rabûm, Heta ez li welatê Îsraêl rabûm!
Gava îlahên nû hilbijartin, Şer li nav dergehên bajêr bû. Di destê çil hezar leşkeran de, Li welatê Îsraêl ne rim, ne mertal hebû.
Dilê min bi fermandarên gelê Îsraêl re, Bi kesên dilxwaz ên nav gel re ye. Pesnê Xudan bidin!
“Ya siwarên kerên spî! Ya kesên li ser kurtanên nexşkirî rûdinin! Ya peyayên li ber rê!
Dengê qelebalixa li ser bîran, Qala serketina Xudan, Serketina gundiyên welatê Îsraêl dike! Li pey gelê Xudan diçin ber dergehan.
“Hişyar be! Hişyar be! Deborayê! Hişyar be, hişyar be! Baraqo! Rabe, stranan bêje! Ya kurê Avînoem! Rabe, êsîrên xwe bibe!
Saxmayiyên biesil jî diçin, Gelê Xudan bi mêrxasan re hat ba min.
Ew ji welatê Efrayîm, ji koka Emalêq hatin, Eşîra Binyamîn pê re li pey te hat. Fermandar ji Maxîrê, Serdarên bigopal ji Zevûlonê daketin.
Serekên Îssexariyan bi Debora re bûn, Îssexarî li pey Baraq bi lez daketin deştê. Di nav binemalên Rûbên de Bêbiryariyeke mezin hebû.
Ji bo çi hûn li hevşiyan rûniştin? Ma hûn bi pêz re guhdariya bilûrê dikin?! Di nav binemalên Rûbên de Bêbiryariyeke mezin hebû.
Gîladî li rojhilatê Çemê Şerîayê man, Danî li ba gemiyan geriyan. Aşêrî li keviya deryayê rûniştin, Li ba keştiyan, bêhna xwe vedan.
Lê eşîrên Neftelî û Zevûlon, Li qada şer canên xwe avêtin nav talûkê.
Ji bo şer padîşah hatin. Li Taenaxê û li ber ava Megîddoyê, Padîşahên Kenanê şer kir. Lê ne zîv û ne jî talan standin.
Ji ezmanan stêr beşdarî şer bûn, Wan ji şopên xwe li dijî Sîsera şer kir.
Geliyê Qîşonê ew dan ber xwe, Geliyê Qîşonê yê qedîm ew birin. Ya canê min! Bi hêzdarî bi ser wan de bajo.
Wê gavê ji simên hespan deng bilind dibûn, Hespên beza bi çargavî diçûn.
Milyaketê Xudan got: ‘Naletê li Mêrozê bînin, Naleta giran li ser şêniyên wê be. Çimkî ew nehatin alîkariya Xudan, Li dijî zordaran, ew nehatin alîkariya Xudan.’
“Bila Yaelê jina Heverê Qênî, Di nav jinan de bi zêdebarî pîroz be! Bila di nav jinên konan de, Bi zêdebarî pîroz be!
Wî av xwest, Yaelê şîr da wî. Wê di firaxê mîran de dew pêşkêşî wî kir.
Wê singê kon kir destê xwe Û mîrkutê karker da destê rastê. Lêxist, serê Sîsera perçiqand. Sing di cênîka wî re qul kir û perçiqand.
Ew ket ber wê, Li erdê bêtevger ma. Ew ket ber lingê wê, Li erdê ket û mir.
Dayika Sîsera ji pişt caxan, Ji pencereyê dinêrî û şîn dikir: ‘Çima erebeya wî ya şer ewqas dereng ma? Çima dengê simên erebeyên wî nayê bihîstin?’
Jinên şehreza bersiva wê dida, Wê jî di dilê xwe de digot:
‘Bi rastî talan dibînin û parve dikin; Ji her mêrxasî re keçek an du keç, Ji Sîsera re bi xenîmetî kincên reng bi reng, Kincên reng bi reng ên nexşîn, Ji bo dora stûyê wan, Kincên rengîn ên ku herdu aliyên wan hatine nexişandin.’
Ya Xudan, bila hemû dijminên te wiha tune bibin. Lê hezkiriyên te bila wekî rojê bibiriqin.” Piştî vê yekê welat çil salan di nav aştiyê de ma.
Gelê Îsraêl tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Xudan ew heft salan dan destê Mîdyaniyan.
Mîdyanî li dijî gelê Îsraêl bi ser ketin. Ji ber Mîdyaniyan, wan li çiyayan ji xwe re şikeft, sitargeh û derên veşartinê çêkirin.
Gava gelê Îsraêl tov direşand, Mîdyanî, Emalêqî û gelên din ên rojhilat li dijî wan radibûn.
Wan li dijî gelê Îsraêl artêşgeh vedidan û heta Xezayê berê welêt xera dikirin. Çi pez, çi dewar, çi ker, wan li welatê Îsraêl debar nedihişt.
Bi heywanan re dihatin. Konên xwe jî bi qasî refê kuliyan dibirin. Ne ew, ne jî deveyên wan dihatin hejmartin. Gava dihatin, ax xera dikirin.
Ji ber Mîdyaniyan, gelê Îsraêl gelek belengaz bû. Wan ji Xudan re kir hewar.
Gava gelê Îsraêl ji ber Mîdyaniyan ji Xudan re kir hewar,
Xudan ji wan re pêxemberek şand. Wî ji wan re got: “Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Min hûn ji Misrê, ji warê koletiyê deranîn.
Min hûn ji destê Misriyan û ji destê hemûyên ku tengasî didan we rizgar kirin. Min ji ber we ew qewitandin û welatên wan dan we.
Min ji we re got: Ez Xwedayê we Xudan im. Hûnê ji îlahên Amoriyan netirsin ku hûn li welatê wan rûdinin. Lê we guhdariya dengê min nekir.’”
Paşê milyaketê Xudan hat. Ew li bajarê Ofrayê, li bin darberûya Yoaşê Aviyezerî rûdinişt. Gîdyonê kurê Yoaş di mehsera tirî de genim dikuta ku ji Mîdyaniyan veşêre.
Milyaketê Xudan lê xuya bû û got: “Ya mêrxasê wêrek! Xudan bi te re ye.”
Gîdyon got: “Ax ezbenî, heke Xudan bi me re ye, çima ev hemû tişt hatin serê me? Ka kerametên bav û kalên me ji me re digotin? Ma wan ji me re negot: ‘Xudan em ji Misrê deranîn?’ Lê Xudan niha dev ji me berda. Wî em dan destê Mîdyaniyan.”
Xudan li Gîdyon zivirî û got: “Tu bi vê hêza xwe here û gelê Îsraêl ji destê Mîdyaniyan rizgar bike! Ez te dişînim!”
Gîdyon got: “Ax ezbenî! Ez bi çi gelê Îsraêl rizgar bikim? Malbata min, li nav Minaşşeyiyan, malbata herî belengaz e û ez jî kurê herî biçûk ê bavê xwe me.”
Xudan jê re got: “Lê ezê bi te re bim. Tê Mîdyaniyan wekî zilamekî têk bibî.”
Wî got: “Heke dilê te bi min xweş be, nîşanekê bide min ku ez bizanim yê ku bi min re dipeyive, tu yî.
Ji kerema xwe, heta ez diyariya xwe derxim û li ber te deynim, ji vê derê neçe.” Xudan got: “Heta tu vegerî, ezê li vir bim.”
Gîdyon çû malê, karikek serjê kir. Ji efayek arvan, nanê şikeva çêkir. Wî goşt xist selikê û ava goşt kir quşxaneyê. Wî ew li bin darberûyê pêşkêş kir.
Milyaketê Xwedê jê re got: “Goşt û nanê şikeva hilde û deyne ser vî zinarî. Ava goşt jî birijîne ser.” Wî wisa kir.
Milyaketê Xudan serê gopalê ku di destê wî de ye, dirêj kir û danî ser goşt û nanê şikeva. Piştre agir ji zinêr derket, goşt û nanê şikeva xwar. Milyaketê Xudan ji ber çavê wî winda bû.
Gîdyon dît ku ew milyaketê Xudan bû û got: “Hey wax, ya Reb Xudan! Min rû bi rû milyaketê te dît.”
Xudan jê re got: “Bi silamet be. Netirse, tê nemirî.”
Gîdyon li wir ji Xudan re gorîgehek çêkir û navê wê Yahwe-Şalom danî. Gorîgeh heta îro jî li bajarê Ofraya Aviyezeriyan e.
Wê şevê Xudan ji Gîdyon re got: “Tu conegayê bavê xwe, conegayê diduyan ê heft salî hilde. Gorîgeha Baal ku bavê te çêkiriye, hilweşîne û pûtê Aşêrayê yê li ba gorîgehê, jêke.
Paşê li serê kelehê ji Xwedayê xwe Xudan re gorîgeheke bi pergal çêke. Conegayê diduyan hilde, bi êzingên pûtê Aşêrayê ku tê jê bikî, qurbana şewitandinê pêşkêş bike.”
Gîdyon deh zilamên xwe hildan û çawa ku Xudan jê re gotibû, kir. Lê ji ber tirsa mala bavê xwe û xelkê bajêr, wî ne bi roj, bi şev kir.
Gava xelkê bajêr serê sibê zû rabû, dît ku gorîgeha Baal hatiye hilweşandin, pûtê Aşêrayê yê li ba wî hatiye jêkirin û conegayê diduyan li ser gorîgehê hatiye pêşkêşkirin.
Wan ji hev re got: “Kê ev yek kir?” Piştî lêpirsîn û lêkolînê, wan fêm kir ku Gîdyonê kurê Yoaş ev yek kiriye.
Xelkê bajêr ji Yoaş re got: “Kurê xwe derxe derve, divê bê kuştin. Çimkî wî gorîgeha Baal hilweşand û pûtê Aşêrayê jêkir ku li ba wê bû.”
Yoaş ji kesên li hember wî disekinin re got: “Ma parastina Baal bi we ketiye? Hûnê wî rizgar bikin? Kesê Baal diparêze wê serê sibê bê kuştin! Heke ew îlah e, bila xwe biparêze. Çimkî gorîgeha wî hatiye hilweşandin.”
Bi vî awayî, wê rojê Yoaş bi gotina “Bila Baal xwe biparêze” navê Yerûbbaal li Gîdyon danî. Çimkî wî gorîgeha Baal hilweşandibû.
Di vê navberê de Mîdyanî, Emalêqî û gelên din ên rojhilat bûn yek, di Çemê Şerîayê re derbas bûn û li Deşta Yîzreyêlê artêşgeh ava kirin.
Lê Ruhê Xudan hat ser Gîdyon. Gava wî li boriyê xist, Aviyezerî li pey wî civiyan.
Gîdyon qasid şandin seranserê welatê Minaşşeyiyan û ew jî li pey wî civiyan. Wî qasid şandin ba eşîrên Aşêr, Neftelî û Zevûlon û ew jî hatin pêşwaziya wî.
Gîdyon ji Xwedê re got: “Heke çawa ku te got, tê gelê Îsraêl bi destê min rizgar bikî,
va ye ezê hiriyê deynim ser bênderê. Heke xunav tenê li ser hiriyê bisekine û tevahiya axê ziwa be, wî çaxî çawa ku te gotiye, ezê bizanibim tê gelê Îsraêl bi destê min rizgar bikî.”
Wisa jî bû. Dotira rojê Gîdyon serê sibê zû rabû û hirî guvaşt. Ji hiriyê tasek xunav dawerivî.
Gîdyon ji Xwedê re got: “Tu li min hêrs nebe, bihêle ez tiştekî din bêjim. Destûr bide ku ez bi hiriyê careke din biceribînim. Bila vê carê hirî ziwa be û tevahiya axê bi xunavê şil bibe.”
Xwedê wê şevê wisa kir. Hirî ziwa ma û li ser tevahiya axê xunav hebû.
Yerûbbaal –ku Gîdyon e– û tevahiya gelê pê re serê sibê zû rabûn. Wî li ser Kaniya Harodê artêşgeh ava kir. Artêşgeha Mîdyaniyan li bakurê wan, li deşta ba Girê Moreyê bû.
Xudan ji Gîdyon re got: “Li ba te gelek kes hene, ez Mîdyanê nadim destê wan. Bi vî awayî gelê Îsraêl dikare pesnê xwe bide û bêje: ‘Me xwe bi hêza destê xwe rizgar kir.’
Niha ji gel re wiha bêje: ‘Kesê ditirse û dilerize, bila ji Çiyayê Gîladê vegere malê.’” Li ser vê yekê ji gel bîst û du hezar kes vegeriyan. Deh hezar kes man.
Xudan ji Gîdyon re got: “Hejmara gel dîsa zêde ye. Tu wan bibe ser avê û ezê li wir wan ji bo te li bêjingê bixim. Zilamê ku ez bêjim: ‘Wê bi te re here,’ wê here. Zilamê ez bêjim: ‘Wê bi te re neçe,’ wê neçe.”
Gîdyon gel bir ber avê. Xudan ji Gîdyon re got: “Zilamên ku wekî seyê dirêjî avê dibin û bi zimanê xwe avê diçeliqînin bide aliyekî, zilamên ku ji bo vexwarinê diçin ser çokan jî bide aliyê din.”
Hejmara zilamên dirêjî avê dibûn, destê xwe didan ber devê xwe û bi zimanê xwe av diçeliqandin, sê sed kes bûn. Lê piranî ji bo vexwarina avê çûbûn ser çokan.
Xudan ji Gîdyon re got: “Ezê we bi sê sed kesên ku dirêjî avê dibûn û bi zimanê xwe avê diçeliqandin, rizgar bikim. Ezê Mîdyaniyan bidim destê te. Bila kesên din vegerin malê.”
Li ser vê yekê Gîdyon sê sed kes hildan, lê wî piraniya gelê Îsraêl şand konê wan. Sê sed kesan xurek û boriyên kesên herin, standin. Artêşgeha Mîdyaniyan, li deştê li jêra Gîdyon bû.
Wê şevê Xudan ji Gîdyon re got: “Rabe, êrîşî artêşgehê bike. Çimkî min ew dan destê te.
Lê heke tu bi tena serê xwe bitirsî, bi Pûrayê xulamê xwe re here.
Guhdarî bike ka ew çi dibêjin. Wî çaxî wê destê te hêzdar be ku êrîşî artêşgehê bikî.” Bi vî awayî Gîdyon bi Pûrayê xulamê xwe re nêzîkî artêşgehê ba zilamên çekdar bû.
Di vê navberê de Mîdyanî, Emalêqî û gelên din ên rojhilat wekî refê kuliyan li deştê belav bûbûn. Bi qasî sêlaka ber deryayê, deveyên wan nedihatin hejmartin.
Gava Gîdyon hat, zilamekî ji hevalê xwe re behsa xewna xwe dikir. Wî digot: “Min di xewna xwe de didît ku nanekî ceh gêr dibû û dihat nav artêşgeha Mîdyaniyan. Ew digihîşt ber kon, lê dixist û diket xwarê. Kon ji hev diket û serobino dibû.”
Hevalê wî lê vegerand û got: “Ev şûrê Gîdyonê kurê Yoaş ê ji gelê Îsraêl e, ne kesekî din e. Xwedê Mîdyanî û hemû artêş dan destê wî.”
Gava Gîdyon xewn û şiroveya wê bihîst, deverû çû erdê. Paşê vegeriya artêşgeha gelê Îsraêl û got: “De rabin! Xudan artêşa Mîdyaniyan da destê me.”
Wî sêsed mirov kirin sê beş. Borî û cerên vala dan destê wan. Herwiha wî xetîre dan wan ku di ceran de pêxin.
Ji wan re got: “Bila çavê we li ser min be. Ez çawa bikim, hûn jî wisa bikin. Gava ez gihîştim ber artêşgehê, ez çi bikim hûn jî wisa bikin.
Dema ez û kesên ba min li boriyê bixin, hûn jî li derdora artêşgehê li boriyê bixin û bêjin: ‘Ji bo Xudan, ji bo Gîdyon!’”
Beriya nîvê şevê, piştî ku nobedaran nobet guhertin, Gîdyon û sed kesên pê re gihîştin ber artêşgehê. Wan li boriyan xistin û cerên di destên xwe de şikandin.
Bi vî awayî her sê yekîneyan, xetîre kiribûn destê xwe yê çepê û borî kiribûn destê xwe yê rastê û li boriyan dixistin, cerên xwe dişikandin û diqîriyan. Wan digot: “Her bijî şûrê Xudan û Gîdyon!”
Gava ew li cihê xwe, li dora artêşgehê disekinîn, hemû kesên di artêşgehê de baz da. Ew diqîriyan û direviyan.
Gava sê sed kes li boriyan dixistin, Xudan kir ku hemû kesên artêşgehê bi şûr êrîşî hev bikin. Artêşa wan ber bi aliyê Serêrayê ve heta Bêtşîttayê û sînorê Avêl-Meholaya nêzîkî Tabbatê reviya.
Gelê Îsraêl ê ku ji eşîrên Neftelî, Aşêr û Minaşşeyê hatibûn gazîkirin, li pey Mîdyaniyan ketin.
Gîdyon qasid şandin seranserê herêma çiyayî ya Efrayîmê. Wan Got: “Berjêr bin û êrîşî Mîdyaniyan bikin! Çemê Şerîayê û ava heta Bêtbarayê li dijî wan bigirin.” Hemû gelê Efrayîm civiya, ava heta Bêtbarayê û Çemê Şerîayê girt.
Wan du serekên Mîdyaniyan dîl girtin; Orêv û Zeêv. Gava wan dida pey Mîdyaniyan, wan Orêv li Zinarê Orêv, Zeêv jî li mehsereya Zeêv kuşt. Wan serên Orêv û Zeêv li rojhilatê Çemê Şerîayê anîn ba Gîdyon.
Efrayîmiyan ji Gîdyon re got: “Te çima wisa kir?! Gava tu li dijî Mîdyaniyan çûyî şer, te gazî me nekir.” Wan erzê wî bi dijwarî şikand.
Gîdyon ji wan re got: “Li ber tişta we kir, min tiştek nekir. Efareya rezên Efrayîmiyan, ji tevahiya çinîna rezên Aviyezer çêtir e?
Xwedê Orêv û Zeêvê serekên Mîdyanê dan destê we. Li ber tişta we kir, ka min çi kir?!” Van gotinan hêrsa wan kêm kir.
Gîdyon û sê sed zilamên pê re gihîştin Çemê Şerîayê û derbas bûn. Ew westiyabûn, lê hê li pey Mîdyaniyan bûn.
Gava ew gihîştin Sûkkotê, wî ji gelê bajêr re got: “Ji kerema xwe sominên nên bidin mirovên min, westiya ne. Ez didim pey Zevah û Salmunnayê padîşahên Mîdyaniyan.”
Lê serekên Sûkkotê jê re got: “Ma te Zevah û Salmunna dîl girtine ku em nên bidin artêşa te?”
Gîdyon got: “Baş e. Gava Xudan Zevah û Salmunna da destê min, ezê bedenên we li ser dirî û stiriyên beriyê binpê bikim.”
Ji wir, Gîdyon çû Penûêlê û ji gelê wir jî xwarin xwest. Gelê Penûêlê jî wekî bersiva gelê Sûkkotê bersivek da wî.
Gîdyon ji wan re got: “Gava ez bi xêr û silamet vegeriyam, ezê vê bircê hilweşînim.”
Zevah û Salmunna bi artêşa wan a bi qasî panzdeh hezar zilaman re li Qarqorê diman. Tevahiya wan saxmayiyên artêşên gelên rojhilat bûn. Sed û bîst hezar zilamên çekdar ketibûn.
Gîdyon di riya koçeran a ji rojhilatê Novah û Yogbohayê re derbas bû û êrîşî artêşê kir. Wê gavê artêş bêxem bû.
Zevah û Salmunna reviyabûn. Gîdyon da pey wan û herdu padîşahên Mîdyaniyan, girtin. Artêşa wan lerizî.
Gava Gîdyonê kurê Yoaş di riya Hevrazê Heresê re ji şer vegeriya,
wî xortekî Sûkkotî girt. Gîdyon ew da ber pirsan. Xort navên serek û rîspiyên Sûkkotê ji bo wî nivîsandin ku heftê û heft kes bûn.
Gava hat ba gelê Sûkkotê, Gîdyon got: “We ji min re got: ‘Ma te Zevah û Salmunna dîl girtin ku em nên bidin zilamên te’ û we tinazê xwe bi min kir. Va ne Zevah û Salmunna!”
Wî rîspiyên bajêr civandin û bi dirî û stiriyên beriyê li wan xistin.
Piştre wî Birca Penûêlê hilweşand û gelê bajêr da ber şûran.
Wî ji Zevah û Salmunna re got: “Zilamên ku we li Tavorê kuştin mirovên çawa bûn?” Wan got: “Tu çawa bî, ew jî wisa bûn. Dirûvê zarokên padîşahan bi her yekî ji wan diket.”
Gîdyon got: “Ew birayên min û zarokên diya min bûn. Ez bi navê Xudanê Jîndar sond dixwim, heke we ew sax berdana, min hûn nedikuştin.”
Piştre wî ji Yeterê kurê xwe yê mezin re got: “Rabe wan bikuje!” Lê ji ber ku hê xort bû, kurê wî tirsiya û şûrê xwe nekişand.
Li ser vê yekê Zevah û Salmunna ji Gîdyon re got: “Tu me bikuje! Çimkî karê mêran tenê mêr dikin.” Gîdyon rabû, Zevah û Salmunna kuşt. Wî heyvikên stûyên deveyên wan jî hildan.
Paşê gelê Îsraêl ji Gîdyon re got: “Tu, kurê te û kurê kurê te ji me re serweriyê bikin. Çimkî te em ji destê Mîdyaniyan rizgar kirin.”
Gîdyon got: “Ez jî û kurê min jî, emê serweriya we nekin. Wê Xudan serweriya we bike!”
Piştre got: “Daxwazeke min ji we heye. Her kes guharekî bide min ku we ji nav talên bi dest xistiye.” Çimkî Îsmaîliyan guharên zêrîn li guhên xwe dixistin.
Wan got: “Emê bi kêfxweşî bidin” û kincekî raxist erdê. Her kesî guharê ku talan kiriye avêt ser wî kincî.
Giraniya guharên zêrîn ên ku Gîdyon standin, hezar û heft sed şekel bû. Bi ser de, wî heyvik, gerdenî û kincên binevşî yên ku padîşahên Mîdyaniyan li xwe dikirin û zincîrên ku ji stûyê deveyan derxistibûn, standin.
Gîdyon ji zêr êfodek çêkir û ew bir Ofraya bajarê xwe. Tevahiya gelê Îsraêl li wir ev pût heband. Ev ji bo Gîdyon û malbata wî bû dafikek.
Mîdyanî li ber gelê Îsraêl têk çûn û careke din serê xwe ranekir. Di dema Gîdyon de welat çil salan di nav aştiyê de ma.
Yerûbbaalê kurê Yoaş çû û li mala xwe rûnişt.
Gîdyon gelek jin ji xwe re anîn û heftê kurên wî çêbûn.
Cariyeya wî ya ku li Şexemê dima jî jê re kurek anî. Wî navê wî Avîmelek danî.
Gîdyonê kurê Yoaş emrekî dirêj kir û mir. Ew li bajarê Ofraya Aviyezeriyan, di gora Yoaşê bavê xwe de hat veşartin.
Piştî mirina Gîdyon, gelê Îsraêl averê bû û pûtên Baal hebandin. Wan Baal-Berîtî ji xwe re kir îlah.
Gelê Îsraêl, Xwedayê xwe Xudan ê ku wî ew ji destê hemû dijminên derdorê rizgar kiribû, bi bîr neanî.
Herwiha wan bi ser hemû qenciya ku bi gelê Îsraêl re kiribû jî, bi Mala Yerûbbaal –ku Gîdyon e– re dilsoz neman.
Avîmelekê kurê Yerûbbaal çû Şexemê ba merivên diya xwe û ji hemû binemala mala diya xwe re got:
“Ji hemû mêrên Şexemê re bêjin: ‘Ji bo we kîjan çêtir e? Ma hûn dixwazin heftê kurên Yerûbbaal serweriya we bikin, an tenê kesek serweriya we bike?’ Bi ser de bibîr bînin ku ez ji xwîn û goştê we me.”
Xalanên wî ev yek ji hemû mêrên Şexemê re got. Dilê wan li ser Avîmelek bû. Çimkî digot: “Ew birayê me ye.”
Wan ji mala Baal-Berît heftê perçe zîv danê. Avîmelek bi vî pereyî zilamên beredayî û serserî kirê kirin ku li pey wî werin.
Gava hat Ofrayê, mala bavê xwe, wî birayên xwe, heftê kurên Yerûbbaal li ser kevirekî kuştin. Tenê Yotamê kurê biçûk ê Yerûbbaal sax ma, çimkî wî xwe veşartibû.
Hemû mêrên Şexemê û tevahiya gelê Bêtmîlloyê civiyan, çûn ber darmaziya kevirbel a li Şexemê. Wan Avîmelek kir padîşah.
Gava wan ev yek ji Yotam re got, ew derket serê Çiyayê Gerizîmê û bi dengekî bilind ji gel re got: “Ya mêrên Şexemê! Guhdariya min bikin! Wê Xwedê guhdariya we bike.
“Rojekê dar çûn ku ji xwe re padîşahekî kifş bikin. Wan ji darzeytûnê re got: ‘Serweriya me bike.’
“Darzeytûnê ji wan re got: ‘Ma ez dev ji rûnê xwe berdim ku îlah û mirov pê tên birûmetkirin? Ma ez herim û xwe li ser daran bihejînim?’
“Piştre daran ji darhejîrê re got: ‘Were û serweriya me bike!’
“Lê darhejîrê ji wan re got: ‘Ma ez dev ji şîrînî û fêkiyên xwe yên xweş berdim, herim xwe li ser daran bihejînim?’
“Daran ji mêwê re got: ‘Were û serweriya me bike!’
“Mêwê ji wan re got: ‘Ma ez dev ji şeraba xwe ya nû berdim ku kêfa îlah û mirovan tîne? Ma ez herim û xwe li ser daran bihejînim?’
“Daran ji dirîreşkê re got: ‘Were û serweriya me bike!’
“Dirîreşkê ji daran re got: ‘Heke hûn bi rastî min wekî padîşah kifş dikin, werin xwe bispêrin siya min. An na, bila agir ji dirîreşkê derkeve, darên sedrê yên Lubnanê daqurtîne.’
“Îcar we bi awayekî rast û dilsoz Avîmelek kir padîşah? Ma we qencî bi Yerûbbaal û mala wî kir? Ma we bergîdana karê wî da?
Bavê min ji bo we şer kir! Wî canê xwe avêt talûkê û hûn ji destê Mîdyaniyan rizgar kirin.
Lê we îro li dijî mala bavê min serî hilda. We kurên wî, heftê kes li ser kevirekî kuştin û Avîmelekê kurê cariyeyekê, li ser mêrên Şexemê kir padîşah. Çimkî ew birayê we ye.
Heke hûn bawer in we îro bi Yerûbbaal û mala wî bi awayekî rast û dilsoz kiriye, bi Avîmelek şa bin û bila ew jî bi we şa be.
Yan na, bila agir ji Avîmelek rabe û hemû mêrên Şexem û Bêtmîlloyê daqurtîne! Yan jî bila agir ji mêrên Şexem û Bêtmîlloyê rabe û Avîmelek daqurtîne!”
Piştre Yotam baz da û reviya. Ew çû Beêrê û ji ber tirsa Avîmelekê birayê xwe li wir ma.
Avîmelek sê salan serweriya gelê Îsraêl kir.
Piştre Xwedê ruhekî xerab xist navbera Avîmelek û mêrên Şexemê ku wan li dijî Avîmelek bêbextî kir.
Ev yek ji bo heyfa zordariya heftê kurên Yerûbbaal û ji bo xwîna wan li ser Avîmelek û mêrên Şexemê were, çêbû. Çimkî wî birayên xwe kuştin û van mêran, ji bo kuştina wan destê wî hêzdar kir.
Îcar mêrên Şexemê li serên çiyayan li ber Avîmelek kemîn danî. Her kesê ku di wê derê re derbas dibû dişelandin. Avîmelek jî pê hesiya.
Gava Gaelê kurê Eved bi birayên xwe re hat Şexemê û rûnişt, mêrên Şexemê pê ewle bûn.
Ew çûn nav rezan, tirî dan hev, guvaştin û şa bûn. Ew çûn mala îlahên xwe û piştî xwarin û vexwarinê, wan nalet li Avîmelek anî.
Gaelê kurê Eved wiha got: “Ma Avîmelek kî ye ku em Şexemî xulamiya wî bikin?! Ma ew ne kurê Yerûbbaal e? Ma Zevûlê peywirdarê wî xulamiya zilamên Hamorê avakarê Şexemê nekir? Ma emê çima xulamiya Avîmelek bikin?
Xwezî ev gel di destê min de bûya! Wî çaxî minê Avîmelek biavêta û jê re bigota: ‘Artêşa xwe zêde bike û were!’”
Gava Zevûlê serekê bajêr gotina kurê Gaelê kurê Eved bihîst, hêrs bû.
Wî bi dizî qasid şandin ba Avîmelek û got: “Va ye, Gaelê kurê Eved û birayên xwe hatin Şexemê. Ew gelê bajêr li dijî te radikin.
Loma rabe! Tu û zilamên xwe bi şev werin û li zeviyan kemînan deynin.
Serê sibê zû rabe û bavêje ser bajêr. Gava Gael û zilamên wî li dijî te rabûn, tê ya ku ji destê te tê, bikî.”
Avîmelek û hemû gelê pê re bi şev rabûn, bi çar yekîneyan li dijî gelê Şexemê ketin kozikan.
Çaxê Gaelê kurê Eved derket û li ber dergehê bajêr sekinî, Avîmelek û gelê pê re ji kozikan derketin.
Gava Gael ew dîtin, wî ji Zevûl re got: “Va ye, gel ji serên çiyayan tê xwarê.” Zevûl got: “Siya çiyayan wekî mirovan li te xuya dike.”
Gael dîsa got: “Va ye, gel ji nav welêt tê. Yekîneyek ji riya Darmaziya Sêrbazan tê.”
Zevûl jê re got: “Niha zimanê te li ku ye?! Te gotiye: ‘Avîmelek kî ye ku em xulamiya wî bikin?’ Ma ew zilamên ku te biçûk dîtin, ne ev in? De rabe! Şer bike!”
Gael derket pêş mêrên Şexemê û li dijî Avîmelek şer kir.
Avîmelek da pey Gael û ew ji ber wî reviya. Heta ber dergehê bajêr, gelek kuştî ketin.
Avîmelek li Arûmayê rûnişt. Zevûl, Gael û birayên wî qewitandin. Wî nehişt ku ew li Şexemê bimînin.
Dotira rojê gelê Şexemê çû nav zeviyên xwe. Gava Avîmelek pê hesiya,
wî zilamên xwe kir sê yekîne û ew li zeviyan ketin kozikan. Gava dît ku gel ji bajêr derket, êrîş kir. Wî ew kuştin.
Avîmelek bi yekîneya bi xwe re ber bi pêş ve baz da û gihîşt ber dergehê bajêr. Herdu yekîneyên din êrîşkirina li zeviyan berdewam kir. Wan ew kuştin.
Avîmelek tevahiya wê rojê li dijî bajêr şer kir. Wî bajar stand û gelê tê de kuşt. Wî tevahiya bajêr hilweşand û xwê bi ser de rijand.
Gava mêrên li Birca Şexemê ev yek bihîst, wan xwe avêt odeya bin mala Êl-Berîtê.
Avîmelek pê hesiya ku hemû mêrên Birca Şexemê civiyane.
Avîmelek û hemû gelê pê re derketin Çiyayê Salmonê. Avîmelek bivirek da destê xwe û ji darekê çiqlek jê kir, hilda, danî ser milê xwe û ji gel re got: “We dît ku min çi kir, zû, hûn jî wekî min bikin!”
Tevahiya gel çiqlekî darê birî û da pey Avîmelek. Wan çiqil danîn odeya bin malê û mal bi wan ve şewitandin. Hemû kesên li Birca Şexemê ku bi qasî hezar jin û mêr bûn, mirin.
Piştre Avîmelek bi ser Têvêsê de çû, dor li bajêr pêça û desteser kir.
Di nav bajêr de birceke asê hebû. Jin û mêr, hemû mêrên bajêr xwe avêtin wê derê. Paşê wan li pey xwe derî girt, ew derketin banê bircê.
Avîmelek hat ber bircê û li dijî wê şer kir. Ji bo ku wê bişewitîne, heta ber deriyê bircê hat.
Jinikekê kevirê destarê avêt ser Avîmelek û qafikê serê wî şikand.
Avîmelek di cih de gazî xulamê xwe yê ku çekan hildigire kir û got: “Şûrê xwe bikişîne û min bikuje. Bila kes li ser min nebêje: ‘Jinekê ew kuşt.’” Xulam lê xist û kuşt.
Gava gelê Îsraêl dît ku Avîmelek mir, herkes vegeriya mala xwe.
Bi vî awayî Xwedê bergîdana xerabiya Avîmelek da ku wî li bavê xwe kir. Wî cezayê kuştina heftê birayên xwe stand.
Xwedê bergîdana xerabiya gelê Şexemê jî da. Naleta Yotamê kurê Yerûbbaal bi ser wan de hat.
Piştî Avîmelek, Tolayê kurê Pûayê kurê Dodoyê Îssexarî ji bo rizgarkirina gelê Îsraêl rabû. Ew li herêma çiyayî ya Efrayîmê, li Şamîrê dima.
Wî bîst û sê salan serweriya gelê Îsraêl kir. Piştre mir û li Şamîrê hat veşartin.
Piştî wî, Yayîrê Gîladî rabû. Wî bîst û du salan serweriya gelê Îsraêl kir.
Sî kurên wî hebûn ku li sî keran siwar dibûn. Sî bajarên wan hebûn ku li herêma Gîladê bûn. Îro jî, ji van bajarên re Hawot-Yayîr tê gotin.
Yayîr mir û li Qamonê hat veşartin.
Gelê Îsraêl careke din tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Wan ji pûtên Baal û Eştoretê, ji îlahên Aramî, Saydayî, Moavî, Emmonî û Filîstiyan re xulamî kir. Wan dev ji Xudan berda û xulamiya wî nekir.
Hêrsa Xudan li dijî gelê Îsraêl rabû û wî ew dan destê Filîstî û Emmoniyan.
Wê salê, wan destpê kir ku zorê li gelê Îsraêl bikin. Wan hijdeh salan zordarî li gelê Îsraêl ê li rojhilatê Çemê Şerîayê kir ku li welatê Amoriyan ê Gîladê diman.
Îcar Emmonî ji Çemê Şerîayê derbas bûn ku li dijî Cihûdayî, Binyamînî û Mala Efrayîm şer bikin. Îsraêl di tengasiyeke mezin de bû.
Gelê Îsraêl ji Xudan re kir hewar û got: “Me li dijî te guneh kir. Me dev ji Xwedayê xwe berda û xulamiya pûtên Baal kir.”
Xudan ji gelê Îsraêl re got: “Ma min hûn ji destê Misrî, Amorî, Emmonî û Filîstiyan rizgar nekirin?
Gava Saydayî, Emalêqî û Maoniyan zorê li we kir, we li min kir hewar û min hûn ji destê wan jî rizgar kirin.
Lê we dev ji min berda û xulamiya îlahan kir. Loma ezê careke din we rizgar nekim.
Rabin, ji îlahên ku we hilbijartine re bikin hewar! Bila ew di dema tengasiyê de we rizgar bikin.”
Gelê Îsraêl ji Xudan re got: “Me guneh kir, çi li ber çavê te qenc e wê bike, lê îro me rizgar bike!”
Wan îlahên xerîb ji nav xwe avêtin û xulamiya Xudan kir. Dilê Xudan jî bar nebû ku gelê Îsraêl derdan zêdetir bikişîne.
Wê gavê Emmonî civiyan. Wan li Gîladê artêşgeh ava kir. Gelê Îsraêl jî civiya û li Mîspayê artêşgeh ava kir.
Serekên Gîladê ji hev re got: “Kesê cara pêşî êrîşî Emmoniyan bike, wê bibe mezinê tevahiya şêniyên Gîladê.”
Şervanekî mêrxas ê ji Gîladê bi navê Yîftah hebû. Ew kurê fahîşeyekê bû. Bavê wî Gîlad bû.
Jina Gîlad jî jê re kur anîbûn. Gava kurên jinê mezin bûn, wan Yîftah qewitand û got: “Tê ji mala bavê me mîrasê nestînî, çimkî tu kurê jineke din î.”
Yîftah ji ber birayên xwe reviya û li herêma Tovê bi cih bû. Li dora wî zilamên beredayî civiyabûn û ji bo rêbiriyê radibûn.
Piştî demekê Emmoniyan li dijî gelê Îsraêl şer kir.
Gava Emmoniyan şer kir, rîspiyên Gîladê çûn herêma Tovê ji bo ku Yîftah bînin.
Wan ji Yîftah re got: “Were, bibe fermandarê me û em li dijî Emmoniyan şer bikin.”
Lê Yîftah ji rîspiyên Gîladê re got: “Ma ne hûn bûn ku we ji min nefret kir û ez ji mala bavê min qewitandim? Di dema tengasiyê de hûn çima tên ba min?”
Rîspiyên Gîladê ji Yîftah re got: “Niha em hatin ba te ku tu bi me re li dijî Emmoniyan şer bikî. Divê tu bibî serekê me û hemû şêniyên Gîladê.”
Yîftah ji rîspiyên Gîladê re got: “Heke hûn min vegerînin malê ku ez li dijî Emmoniyan şer bikim û Xudan wan bide destê min, bi rastî jî ezê bibim serekê we?!”
Rîspiyên Gîladê ji Yîftah re got: “Xudan şahid e, emê esse li gorî gotina te bikin.”
Îcar Yîftah bi rîspiyên Gîladê re çû. Gel ew ji xwe re kir serek û fermandar. Yîftah hemû gotinên xwe li Mîspayê, li hizûra Xudan gotin.
Yîftah qasid şandin ba Padîşahê Emmonê. Wî got: “Ma di navbera me de çi heye ku tu êrîşî welatê me dikî?”
Padîşahê Emmoniyan ji qasidên Yîftah re got: “Gava gelê Îsraêl ji Misrê derket, wan ji Geliyê Arnonê heta Çemê Yabboqê û Çemê Şerîayê welatê me stand. Niha tu van deran bê şer li min vegerîne.”
Yîftah careke din ji Padîşahê Emmoniyan re qasid şandin.
Wan got: “Yîftah wiha dibêje: ‘Îsraêl ne welatê Moavê û ne jî welatê Emmoniyan stand.
Lê gava ji Misrê derketin, heta Derya Sor di beriyê re meşiyan û gihîştin Qadêşê.
Piştre wan qasid şandin ba Padîşahê Edomê û got: Ji kerema xwe destûr bide em di axa we re derbas bibin. Lê Padîşahê Edomê guh neda wan. Gelê Îsraêl ji Padîşahê Moaviyan re jî qasid şandin, lê wî jî destûr neda. Loma ew li Qadêşê man.
“‘Ew di beriyê re, di dora welatên Edom û Moavê re derbas bûn, gihîştin rojhilatê welatê Moaviyan û li aliyê din ê Geliyê Arnonê kon vedan. Ew neketin welatê Moavê, çimkî Geliyê Arnonê sînor bû.
“‘Paşê gelê Îsraêl ji Sîhonê Padîşahê Amoriyan ê ku li Heşbonê serwerî dikir re qasid şandin. Wan got: Destûr bide em di nav axa te re derbasî cihê xwe bibin.
Lê Sîhon bawer nekir ku wê gelê Îsraêl di nav axa wî re derbas bibe û here. Loma wî hemû gelê xwe civand, li Yahsayê artêşgeh ava kir û li dijî gelê Îsraêl şer kir.
“‘Xwedayê Îsraêl Xudan, Sîhon û hemû gelê wî dan destê gelê Îsraêl û wan ew têk birin. Bi vî awayî gelê Îsraêl tevahiya welatê Amoriyan bi milkî stand.
Ji Geliyê Arnonê heta Çemê Yabboqê, ji beriyê heta Çemê Şerîayê, wan seranserê welatê Amoriyan bi milkî stand.
“‘Xwedayê Îsraêl Xudan ji ber gelê xwe Îsraêl Amorî qewitandibûn. Gelo dîsa tê van deran bistînî?!
Ma Kemoşê îlahê te, axê bi milkî da te, tê lê xweyî dernekevî? Gelo emê jî welatê ku gelên Xwedayê me Xudan ji ber me qewitandin, nekin milk?
Ma tu di ser Balaqê Padîşahê Moavê kurê Sîppor re yî? Ma ew li dijî gelê Îsraêl ranebû? Ma wî qet li dijî wan şer nekir?
Sê sed sal e ku gelê Îsraêl li Heşbonê û gundên wê, li Eroêr û gundên wê, li hemû bajarên derdora Arnonê rûdinin. Ma çima we di wê demê de ev der nestandin?
Min li dijî te guneh nekir. Lê tu, bi şerkirina li dijî min, xerabiyê bi min dikî. Bila Xudanê ku dadger e, îro di navbera gelê Îsraêl û Emmoniyan de dadgeriyê bike.’”
Lê Padîşahê Emmoniyan guh neda gotina ku Yîftah jê re şandibû.
Ruhê Xudan hat ser Yîftah. Ew di nav welatên Gîlad û Minaşşeyê re derbas bû, çû Mîspaya Gîladê û gihîşt Emmoniyan.
Yîftah ji Xudan re sond xwar û got: “Heke tu Emmoniyan bidî destê min,
gava ez wan têk bibim û bi xêr û silamet vegerim, ezê kesê pêşî yê ku di deriyê mala min re derkeve ku pêşwaziya min bike, bidim Xudan û wî wekî qurbana şewitandinê pêşkêş bikim.”
Piştre Yîftah çû, li dijî Emmoniyan şer kir û Xudan ew dan destê wî.
Yîftah ji Eroêrê heta Minnîtê û Avêl-Keramîmê, bîst bajarên Emmoniyan bi dijwarî têk birin. Bi vî awayî Emmonî li ber gelê Îsraêl têk çûn.
Yîftah vegeriya mala xwe ya li Mîspayê. Dît ku keça wî li defê dixe, direqise û tê pêşiya wî. Ew zaroka wî ya yekta bû. Ji xeynî wê ne kur, ne jî keça wî hebû.
Gava Yîftah ew dît, kincên xwe çirandin. Wî got: “Hey wax, keça min! Te pişta min şikand! Te ez xistim tengasiyê! Çimkî min devê xwe vekir û ji Xudan re sond xwar. Ez jê venagerim.”
Keça wî got: “Bavo! Madem Xudan ji Emmoniyên dijminên te heyfa te stand. Heke te ji Xudan re sond xwar, çi ji devê te derketibe wê pêk bîne.”
Piştre wê got: “Lê daxwazeke min ji te heye. Bihêle ez du mehan bi hevalên xwe re li bilindciyan bigerim û bi wan re li ser keçikbûna xwe bigirîm.”
Wî jê re got: “Here!” Wî ew berda. Keçik bi hevalên xwe re li bilindciyan geriya û li ser keçikbûna xwe giriya.
Piştî du mehan vegeriya ba bavê xwe. Bavê wê sonda xwe pêk anî. Destê mêrekî pê nebûbû. Piştî vê yekê li welatê Îsraêl adetek çêbû.
Li gorî vê adetê, keçên gelê Îsraêl her sal diçûn û çar rojan şîna keça Yîftahê Gîladî dikir.
Efrayîmî çekên xwe hildan, derbasî Safonê bûn û wan ji Yîftah re got: “Çima gava tu çûyî û te li dijî Emmoniyan şer kir, te gazî me nekir? Emê te bi mala te ve bişewitînin.”
Yîftah ji wan re got: “Ez û gelê xwe em bi Emmoniyan re ketibûn pevçûneke giran. Min li we kir hewar, lê we ez ji destê wan rizgar nekirim.
Çaxê min dît ku hûn min ji destê wan rizgar nakin, min canê xwe kir destê xwe. Ez rabûm min şerê Emmoniyan kir û Xudan ew dan destê min. Çima hûn îro şerê min dikin?”
Îcar Yîftah tevahiya zilamên Gîladê da hev û li dijî Efrayîmiyan şer kir. Gîladiyan Efrayîmî têk birin. Çimkî Efrayîmiyan ji wan re gotibû: “Ya Gîladiyên ku di navbera gelên Efrayîm û Minaşşe de rûdinin, hûn tenê firarên Efrayîmî ne!”
Gîladiyan hemû bihorên Çemê Şerîayê li dijî Efrayîmiyan girtin. Gava firarên Efrayîmî got: “Bihêlin em derbas bibin,” Gîladiyan ji wan re got: “Ma tu Efrayîmî yî?” Çaxê wan bigota: “Na,”
wan digot: “Baş e, ka bêje: ‘Şîbbolet.’” Wan digot: “Sîbbolet,” çimkî wan nikaribû bi devoka rast ev gotin bigotana. Li ser vê yekê wan ew digirtin û di bihorên Çemê Şerîayê de dikuştin. Wî çaxî çil û du hezar Efrayîmî ketin û mirin.
Yîftahê Gîladî şeş salan serweriya gelê Îsraêl kir. Gava mir, li bajarekî Gîladê hat veşartin.
Piştre Îvsanê Bêtlehemî serweriya gelê Îsraêl kir.
Sî kûr û sî keçên Îvsan hebûn. Wî keçên xwe dan mêrên binemalên din û ji kurên xwe re jî jinên binemalên din anîn. Wî heft salan serweriya gelê Îsraêl kir.
Gava mir, li Bêtlehemê hat veşartin.
Piştî wî, Elonê Zevûlonî serweriya gelê Îsraêl kir. Ew deh salan dadgerê gelê Îsraêl bû.
Gava mir, li Ayalona welatê Zevûlon hat veşartin.
Piştî wî, Evdonê kurê Hillêlê Pîretonî serweriya gelê Îsraêl kir.
Çil kur û sî neviyên Evdon hebûn û ew li heftê keran siwar dibûn. Wî heşt salan serweriya gelê Îsraêl kir.
Gava Evdonê kurê Hillêlê Pîretonî mir, li herêma çiyayî ya Emalêqiyan, li Pîretona welatê Efrayîm hat veşartin.
Gelê Îsraêl careke din tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Xudan ew çil salan da destê Filîstiyan.
Ji eşîra Dan, zilamekî Sorayî hebû. Navê wî Manoah bû. Jina wî kordunde bû û zarok nedianî.
Milyaketê Xudan li jinikê xuya bû û got: “Tevî ku tu kordunde î û tu zarokan nayînî jî, tê bi zaro bimînî û kurekî bînî.
Ji niha û pê ve mey û şerabê venexwe, tiştekî mirdar nexwe.
Çimkî tê bi zaro bimînî û kurekî bînî. Ji ber ku wê hê di zikê diya xwe de ji Xwedê re wekî kesê nezîr bê veqetandin, divê gûzan bi serê wî nekeve. Wê rizgariya gelê Îsraêl ji destê Filîstiyan, pê destpê bike.”
Jinik çû ba mêrê xwe û jê re got: “Zilamekî Xwedê li min xuya bû ku sûretê wî wekî milyaketekî Xwedê biheybet bû. Min jê nepirsî ka ji ku hatiye û wî navê xwe jî negot.
Lê ji min re got: ‘Tê bi zaro bimînî û kurekî bînî. Ji niha û pê ve mey û şerabê venexwe, tiştekî mirdar nexwe. Çimkî kurik ji roja ku bikeve zikê diya xwe heta bimire, wê ji Xwedê re kesê sozdana nezîriyê be.’”
Manoah ji Xudan lava kir û got: “Reb ezbenî! Zilamê Xwedê yê ku te şand, bila dîsa were ba me û hînî me bike, ka emê ji bo zarokê çêbe çi bikin.”
Xwedê guh da dengê Manoah. Gava jinik li zeviyê bû milyaketê Xwedê careke din lê xuya bû. Lê mêrê wê ne li ba wê bû.
Jinik bi lez çû ku haya mêrê xwe pê bixe û jê re got: “Va ye, ew zilamê ku wê rojê hat ba min dîsa xuya bû.”
Manoah rabû û da pey jina xwe. Gava gihîşt ba wî, jê re got: “Yê ku bi jina min re peyiviye, tu yî?” Wî got: “Erê, ez im.”
Manoah got: “Gava gotina te pêk bê, wê şert û mercên kurik çi bin? Karê wî wê çawa be?”
Milyaketê Xudan ji Manoah re got: “Bila jina te ji her tiştê ku min jê re got, xwe dûr bixe.
Bila tu tiştekî ku ji mêwê derdikeve nexwe. Bila mey û şerabê venexwe. Bila tiştekî mirdar nexwe. Her tiştê ku min lê emir kir, pêk bîne.”
Manoah ji milyaketê Xudan re got: “Lava dikim hinekî li ba me bimîne, em karikekî ji bo te serjê bikin.”
Milyaketê Xudan got: “Heke tu min bigirî, ez nanê te naxwin. Tu qurbana şewitandinê pêşkêş bikî, divê tu pêşkêşî Xudan bikî.” Çimkî Manoah fêm nekiribû ku ew milyaketê Xudan e.
Manoah ji milyaketê Xudan re got: “Gelo navê te çi ye? Em bizanibin ku gava gotinên te pêk bên, em te birûmet bikin.”
Lê milyaketê Xudan got: “Ji bo çi tu li navê min dipirsî? Navê min pir balaberz e.”
Manoah karikekî û pêşkêşiyên dexlê hilda, li ser zinêr pêşkêşî Xudan kir. Di cih de, gava Manoah û jina xwe lê dinêrîn, kerametek pêk hat:
Milyaketê Xudan bi agirê ku ji gorîgehê hildibe re hilkişiya ezmanan. Çaxê Manoah û jina wî ev dît, deverû çûn erdê.
Milyaketê Xudan careke din li Manoah û jina wî xuya nebû. Wê gavê Manoah fêm kir ku ew milyaketê Xudan e.
Manoah ji jina xwe re got: “Emê esse bimirin, çimkî me Xwedê dît.”
Jina wî jê re got: “Heke Xudan bixwesta me bikuje, pêşkêşiya şewitandinê û pêşkêşiyên dexlê ji destê me qebûl nedikir, tevahiya van tiştan nîşanî me nedida û îro ev gotin ji me re nedigot.”
Paşê jinikê kurek anî û navê wî Şîmşon danî. Kur mezin bû û Xudan ew pîroz kir.
Ruhê Xudan li Mahanê-Danê ya ku di navbera Sora û Eştaolê de ye pêşî ew hêzdar kir.
Rojekê Şîmşon çû Tîmnayê û li wir keçeke Filîstî dît.
Gava vegeriya malê, ji dê û bavê xwe re got: “Min li Tîmnayê keçeke Filîstî dît. Wê ji min re bixwazin.”
Dê û bavê wî jê re got: “Ma di nav mirovên te û keçên hemû gelê me de keçek tuneye ku tu diçî ji Filîstiyên bêsinet jinekê dixwazî?” Lê Şîmşon ji bavê xwe re got: “Wê ji min re bixwaze, çimkî ez jê hez dikim.”
Dê û bavê Şîmşon fêm nekir ku ev ji Xudan e. Çimkî wê gavê gelê Îsraêl di bin destê Filîstiyan de bû û ew li dijî Filîstiyan li benda keysa xwe bû.
Şîmşon bi dê û bavê xwe re çû Tîmnayê. Gava ew gihîştin rezên Tîmnayê, şêrekî ciwan derket û li ber Şîmşon kir himîn.
Ruhê Xudan bi hêzeke mezin hat ser Şîmşon û wekî karikekî, wî şêr bi destan kir du perçe. Lê wî, ya ku kiriye ji dê û bavê xwe re negot.
Piştre ew çû, bi keçikê re peyivî û keçik li ber çavê wî xweş hat.
Piştî demekê ew vegeriya Tîmnayê ku keçikê ji xwe re bîne. Ji bo ku laşê şêr bibîne, averê bû û dît ku komeke mêşehingiv laşê şêr kiriye kewara hingiv.
Wî hingivê kewarê xistibû destê xwe, bi rê ve dixwar û diçû. Gava ew hat ba dê û bavê xwe, hingiv da wan û wan jî xwar. Lê negot ku wî hingiv ji laşê şêr hilaniye.
Gava ku bavê wî çû keçikê bîne, Şîmşon li wir ziyafetek da. Çimkî xortan wisa dikir.
Gava Filîstiyan ew dît, sî xort anîn ku hevaltiya wî bikin.
Şîmşon ji wan re got: “Ezê mamikekê ji we re bêjim. Heke hûn di heft rojên ziyafetê de pê derxin û ji min re bêjin, ezê sî binkirasên ji kitên û sî cilûbergan bidim we.
Lê heke hûn pê dernexin, hûnê sî binkirasên ji kitên û sî cilûbergan bidin min.” Wan got: “Kerem bike mamika xwe bêje! Em bibihîzin!”
Şîmşon got: “Mamika min ev e: “Ji yê ku dixwe nanî, Ji yê hêzdar şîranî.” Sê roj derbas bû, wan bi mamikê dernexist.
Roja çaran xortan ji jina Şîmşon re got: “Mêrê xwe bixapîne. Bila bersiva mamikê bide te. Yan na, emê te û malbata bavê te bişewitînin. Ma we em vexwendin ku hûn me bişelînin?”
Jina Şîmşon li ber wî giriya û got: “Tu ji min nefret dikî, tu ji min hez nakî! Te ji xortên gelê min re mamikek got lê tu bersiva wê ji min re nabêjî.” Şîmşon got: “Ez ji dê û bavê xwe re nabêjim, ma ezê ji te re bêjim?”
Jina Şîmşon heta roja heftan li ber wî giriya. Lê di roja heftan de bersiva mamikê jê re got. Çimkî ew gelek bi ser wî de hatibû. Jinikê rabû bersiva mamikê ji xortan re got.
Roja heftan, beriya roj here ava, mêrên bajêr ji Şîmşon re got: “Ma çi ji hingiv şîrîntir e, Çi ji şêr hêzdartir e?” Şîmşon got: “Heke we bi çêleka min cot nekira, we bi mamikê dernedixist.”
Ruhê Xudan bi hêzeke mezin hat ser Şîmşon. Rabû çû Aşqelonê. Wî sî kes kuştin, malên wan talan kir û kincên wan da xortên ku bi mamikê derxistine. Ew bi hêrs vegeriya mala bavê xwe.
Paşê wan jina Şîmşon da birazavê ku hevalê wî bû.
Piştî demekê, di dema rakirina genim de Şîmşon karikek hilda û çû serdana jina xwe. Wî got: “Ez dixwazim herim ba jina xwe.” Lê bavê keçikê nehişt ew here odeyê.
Bavê wê got: “Bi rastî min got qey tu jê nefret dikî. Loma min ew da hevalê te. Ma xwişka wê ya biçûk jê ne xweşiktir e? Di şûna wê de xwişka wê ji xwe re bîne.”
Li ser vê yekê Şîmşon got: “Vê carê ez xerabiyê bi Filîstiyan jî bikim, wê kes min sûcdar nebîne.”
Şîmşon çû û sêsed rovî girtin. Wî cot bi cot, rovî bi dûvên hev ve girê dan. Piştre di nav dûvên hemû cotan de xetîreyek bi cih kir.
Wî xetîre pêxistin û rovî berdan nav zeviyên dexlê Filîstiyan. Simbil, genim, rez û zeytûnên wan şewitîn.
Îcar Filîstiyan got: “Kê ev yek kir? Hebe nebe ev karê Şîmşonê zavayê Tîmnayî ye. Çimkî Tîmnayî, jina wî jê stand û da hevalê wî.” Li ser vê yekê ew çûn, wan jinik û bavê wê şewitandin.
Şîmşon ji wan re got: “Madem we wiha kir, heta ku ez tola xwe ji we nestînim, ez nasekinim.”
Şîmşon ji serî heta binî, bi dijwarî êrîşî wan kir û gelek kes kuştin. Piştre ew çû Zinarê Êtamê û li şikefteke zinaran ma.
Filîstî çûn Cihûdayê, artêşgehek ava kir û li herêma Lehiyê belav bûn.
Cihûdayiyan got: “Hûn çima bi ser me de hatin?” Filîstiyan got: “Em hatin ku Şîmşon bigirin û ya ku wî bi me kiriye, pê bikin.”
Sê hezar Cihûdayî çûn şikefta li zinarê Êtamê û ji Şîmşon re got: “Ma tu nizanî ku Filîstî serwerên me ne? Ev çi bû te anî serê me?” Wî got: “Wan çi bi min kiribe, min jî ew bi wan kir.”
Wan got: “Em hatin ku te bigirin û bidin destê Filîstiyan.” Şîmşon got: “Sond bixwin ku hûnê min nekujin.”
Wan got: “Baş e. Emê te girê bidin û bidin destê wan. Emê te nekujin.” Wan ew bi du werîsên nû girê da û ji şikefta zinêr derxist.
Gava Şîmşon nêzîkî Lehiyê bû, Filîstî qîriyan û ber bi wî ve çûn. Ruhê Xudan bi hêzeke mezin hat ser Şîmşon û werîsên li ser milên wî wekî kitanê ser êgir ji hev belav bûn û girêkên li ser destê wî ketin.
Şîmşon hestiyê erçena kerekî dît ku nû mirar bûye. Destê xwe dirêj kir, ew hilda û pê hezar kes kuştin.
Piştre wiha got: “Bi erçena kerekî, min lod bi lod mirovan, Bi erçena kerekî, min kuşt hezar kesan!”
Gava wî ev got, erçena kerê ji destê xwe avêt. Ji wê derê re Ramat-Lehî hat gotin.
Şîmşon gelek tî bûbû. Gazî Xudan kir û got: “Te bi destê xulamê xwe rizgariya mezin anî. Ma ezê niha ji tîbûnê bimirim û bikevim destê bêsinetan?!”
Xwedê çala Lehiyê qelaşt û av jê derket. Şîmşon av vexwar, ruh û canê wî teze bû. Bi vî awayî ji vê derê re Eyn-Haqqoreyê hat gotin. Kanî îro jî li Lehiyê ye.
Şîmşon di rojên Filîstiyan de bîst salan serweriya gelê Îsraêl kir.
Şîmşon rojekê çû Xezayê. Li wir fahîşeyek dît û çû ba wê.
Xezayî pê hesiyan: “Şîmşon li vir e.” Paşê wan dor lê girt û tevahiya şevê li ber dergehê bajêr, di kemînê de man. Wan got: “Gava roj hiltê, emê wî bikujin” û tevahiya şevê ew bêdeng man.
Lê Şîmşon tenê heta nîvê şevê raza. Nîvê şevê rabû û du baskên dergehê bajêr û stûnên wî hildan, tevî zirzeyê ji cihê wan rakirin, ew danîn ser milên xwe. Paşê wî ew derxistin bilindciyê li pêşberî Hevronê.
Piştî van tiştan Şîmşon ji jineke ku li Geliyê Sorêqê dima, hez kir. Navê wê Delîla bû.
Begên Filîstî çûn ba jinikê. Wan jê re got: “Wî bixapîne û hîn bibe ka hêza wî ya mezin ji ku tê. Dibe ku em bêtesîr bikin, girê bidin û têk bibin. Her yek ji me, emê hezar û sed perçe zîv bidin te.”
Li ser vê yekê Delîla ji Şîmşon re got: “Ji kerema xwe ji min re bêje ev hêza te ya mezin ji ku tê û tu çawa dikarî werî girêdan û serî deynî?”
Şîmşon got: “Heke min bi heft şivên ter girê bidin, ezê qels bibim û bibim wekî kesên din.”
Îcar begên Filîstî heft şivên ter anîn ba jinikê. Delîla bi wan Şîmşon girê da.
Zilam li odeya navîn ketibûn kemînê. Delîla jê re got: “Şîmşon, Filîstî bi ser te de hatin!” Şîmşon şivên ter, çawa ku agir bi kendîran dikeve û diqete, qetandin. Wî sira hêza xwe nedabû.
Delîla jê re got: “Te ez xapandim û derew li min kir. Ji kerema xwe ji min re bêje, ka tu dikarî bi çi werî girêdan?”
Şîmşon got: “Heke min bi werîsên ku nehatine xebitandin girê bidin, ezê qels bibim û bibim wekî kesên din.”
Îcar Delîla werîsên nû hildan, bi wan Şîmşon girê da û got: “Şîmşon, Filîstî bi ser te de hatin!” Zilam hê di odeya navîn de di kemînê de rûniştî bûn. Şîmşon ew werîs wekî şerîdekê ji ser milên xwe qetandin û avêtin.
Delîla ji Şîmşon re got: “Heta niha te ez xapandim, te derew kirin. Ka bêje, tu dikarî bi çi werî girêdan?” Şîmşon got: “Heke tu heft keziyên serê min bi qumaşê tevnê ve bihonî û bi kutekê tevnê ve girê bidî, wî çaxî ezê qels bibim, bibim wekî kesên din.”
Gava Şîmşon radiza Delîla heft keziyên serê wî bi qumaşê tevnê ve honandin û bi kutekên tevnê ve girê dan. Piştre got: “Şîmşon, Filîstî bi ser te de hatin!” Paşê Şîmşon ji xewê hişyar bû, keziyên xwe ji qumaş û kutekên tevnê rizgar kirin.
Delîla jê re got: “Dilê te ne bi min re ye. Tu çawa dikarî ji min re bibêjî: ‘Ez ji te hez dikim?’ Ev bû sê caran tu min dixapînî, te ji min re negot ev hêza te ya mezin ji ku derê tê.”
Jinikê bi van gotinan her roj bi ser Şîmşon de çû û serê wî êşand. Piştre Şîmşon li ber xwe neda.
Wî tevahiya dilê xwe ji jinikê re vekir û got: “Gûzan qet bi serê min neketiye. Çimkî hê ez di zikê diya xwe de ji Xwedê re hatime veqetandin. Heke ez serê xwe kur bikim, wê hêza min ji min here, ezê qels bibim û bibim wekî kesên din.”
Gava Delîla dît ku Şîmşon tevahiya dilê xwe jê re vekir, şand pey begên Filîstî û got: “Vê carê jî werin, çimkî wî tevahiya dilê xwe ji min re vekir.” Begên Filîstî hatin ba jinikê û zîv jî bi xwe re anîn.
Delîla, Şîmşon li ser çokên xwe kir xewê, gazî zilamekî kir û wî heft keziyên serê wî kur kirin. Ew qels bû û ji hêza xwe ket.
Delîla jê re got: “Şîmşon, Filîstî bi ser te de hatin!” Ew ji xewê hişyar bû û ji xwe re got: “Ezê wekî her car xwe daweşînim.” Lê nizanibû ku Xudan jê qetiyaye.
Filîstiyan ew girtin û çavên wî derxistin. Wan ew birin Xezayê û bi zincîrên tûncîn ve girê dan. Wan di girtîgehê de pê beraş digerandin.
Piştî hat kurkirin, careke din porê serê wî hat.
Begên Filîstî, ji bo ku ji Dagonê îlahê xwe re gelek qurbanan serjê bikin û şa bibin li hev civiyan. Wan got: “Îlahê me, Şîmşonê dijminê me da destê me.”
Çaxê gel Şîmşon dît, pesnê îlahê xwe da û got: “Dijminê ku wêran kir welatê me Û gelek kuştin ji me, Îlahê me da destê me.”
Piştî ku bi têra xwe şa bûn, wan got: “Şîmşon bînin, bila me şa bike.” Wan Şîmşon ji girtîgehê anî, tinazên xwe pê kirin û bi vî awayî şa bûn. Paşê wan ew di nav stûnan de da sekinandin.
Şîmşon ji xortê ku bi destê wî girtiye re got: “Min berde ez xwe bispêrim stûnên ku perestgeh li ser e.”
Perestgeh bi jin û mêran tije bû. Hemû begên Filîstiyan jî li wê derê bûn. Sê hezar jin û mêrên li ser banê avahiyê temaşeyî rewşa Şîmşon dikir.
Şîmşon li Xudan kir hewar û got: “Ya Reb Xudan, ji kerema xwe min bi bîr bîne. Ya Xwedê, ji bo carekê tu min hêzdar bike, ez tola herdu çavên xwe bi derbekê ji Filîstiyan hilînim.”
Gava ew di nav herdu stûnên perestgehê de sekinî, destê xwe yê rastê spart yekê û yê çepê jî spart yê din.
Şîmşon got: “Bila ez jî bi Filîstiyan re bimirim” û hemû hêza xwe da stûnan. Perestgeh bi ser hemû begên Filîstî û her kesê di hundir de hilweşiya. Hejmara kesên ku wî bi mirina xwe kuştibû, ji hejmara kesên ku wî di saxiya xwe de kuştibû, zêdetir bû.
Hemû birayên Şîmşon û malbata bavê wî hatin. Wan ew hilanî û di navbera Sora û Eştaolê de di gora Manoahê bavê wî de veşart. Şîmşon bîst salan serweriya gelê Îsraêl kir.
Li herêma çiyayî ya Efrayîmê zilamekî bi navê Mîxa hebû.
Wî ji diya xwe re got: “Hezar û sed perçe zîvê ku ji te hatibû dizîn, te ji ber wan nalet anîbû û min bi xwe jî bihîstibû, niha li ba min in. Min ew zîv dizîbûn.” Diya wî got: “Kurê min, Xudan te pîroz bike!”
Mîxa hezar û sed perçe zîv li diya xwe vegerand. Diya wî got: “Ji bo ku kurê min pûtekî rijandî yê zîvîn çêke ku ez tevahiya zîvê heyî di riya Xudan de bidim. Niha ezê zîv li te vegerînim.”
Çaxê wî zîv da diya xwe, diya wî du sed perçe zîv hilda, bir ba zîvker û jê pûtekî rijandî da çêkirin. Pût li mala Mîxa dima.
Perestgeheke Mîxa hebû. Wî êfodek û çend heb pûtên malê çêkiribûn û kurekî xwe jî wekî kahin kifş kiribû.
Di wan rojan de, li welatê Îsraêl padîşah tunebû. Her kesî tişta di çavê wan de rast bû, dikir.
Li Bêtlehema Cihûdayê xortekî ji eşîra Cihûda hebû. Li ba wî Lêwiyiyek bi mêvandarî dima.
Zilam ji bo ku dereke mayinê ya din bibîne, terka bajarokê Bêtlehema Cihûdayê kir. Çaxê ew di herêma çiyayî ya Efrayîmê re derbas dibû, hat mala Mîxa.
Mîxa jê re got: “Tu ji ku têyî?” Wî got: “Ez Lêwiyiyekî ji Bêtlehema Cihûdayê me, ez li derekê digerim ku lê bibim mêvan.”
Mîxa jê re got: “Li ba min bimîne. Ji bo min şêwirmendî û kahintiyê bike. Ezê nanê te bidim, salê destek cil û deh zîvan jî bidim te. Lêwiyî ev yek qebûl kir.”
Ew razî bû ku li ba wî bimîne. Bû wekî kurekî wî.
Mîxa Lêwiyî wekî kahin kifş kir. Bi vî awayî xort bû kahinê wî û li mala wî ma.
Mîxa got: “Niha ez dizanim wê Xudan qenciyê bi min bike, çimkî Lêwiyî ji min re bû kahin.”
Wê demê li welatê Îsraêl padîşah tunebû û eşîra Dan li dereke lê rûne digeriya. Çimkî di nav eşîrên Îsraêl de mîras ji wan re nehat dayîn.
Bi vî awayî Daniyan ji eşîra xwe, ji bajarên Sora û Eştaolê pênc şervanên mêrxas şandin ku sixûrî û lêkolîna welêt bikin. Wan ji şandiyan re got: “Herin, lêkolîna welêt bikin.” Gava hatin mala Mîxa ya ku li herêma çiyayî ya Efrayîmê bû, ew li wir man.
Gava li mala Mîxa bûn, wan ji devoka wî fêm kir ku xortê ciwan ê Lêwiyî ne ji wir e. Ew çûn ba wî û got: “Kî tu anî vê derê? Tu li vir çi dikî? Karê te çi ye?”
Wî ji wan re hal û mesela Mîxa got: “Mîxa ez bi pere girtim. Ez kahinê wî me.”
Wan got: “Em lava dikin ji Xwedê bipirse, ev riya me xêr e yan na?”
Kahin ji wan re got: “Bi xêr û silamet herin. Çavê Xudan li ser riya we ye.”
Her pênc zilam rabûn çûn. Gava hatin Layîşê, wan dît ku xelkê bajêr wekî Saydayiyan xuya dibûn; bêxem, di aramî û ewlehiyê de dijîn. Xelkekî din ê ku li wan zorê dikir tunebû. Ew ji Saydayiyan dûr bûn û têkiliya wan bi kesekî re tunebû.
Gava zivirîn Sora û Eştaolê û hatin ba birayên xwe, wan ji şandiyan re got: “Hûn çi hîn bûn?”
Wan got: “De rabin! Em êrîşî wan bikin. Me welat dît, ax bi têra xwe baş e. Hûn hê li vir in?! Rabin, dereng nemînin! Em welêt bi milkî bistînin.
Gava hûn gihîştin wê derê, hûnê miletekî bêxem bibînin. Welat ji her aliyî ve fireh e. Xwedê ew der daye destê we. Kêmahiya wê derê tuneye, her tiştê dinyayê heye!”
Li ser vê yekê ji eşîra Dan şeş sed zilam çekên xwe yên şer hildan û ji Sora û Eştaolê bi rê ketin.
Wan li nêzîkî bajarê Qîryat-Yearîma Cihûdayê artêşgeh ava kir. Ji ber vê yekê ji vê derê re îro jî Mahanê-Dan tê gotin. Ew li rojavayê Qîryat-Yearîmê ye.
Ji wir, ew derbasî herêma çiyayî ya Efrayîmê bûn û hatin mala Mîxa.
Pênc zilamên ku sixûriya herêma Layîşê dikir, ji birayên xwe re got: “Hûn dizanin ku di yek ji van malan de, êfodek, pûtên malê û pûtekî rijandî hene? De ka bêjin, hûnê çi bikin!”
Wan berê xwe da mala Mîxa ku xortê Lêwiyî lê dima. Gava ketin hundir, wan li rewşa wî pirsî.
Gava şeş sed çekdarên ji Daniyan li ber dergehê bajêr sekinîbûn,
pênc zilamên ku sixûriya herêmê dikir ketin hundir. Wan êfod, pûtên malê û pûtên rijandî û qewirandî hildan. Kahin jî li ba şeş sed çekdaran li ber dergeh disekinî.
Gava ew ketin hundirê mala Mîxa û wan êfod, pûtên malê û pûtên rijandî û qewirandî anîn, kahin ji wan re got: “Hûn çi dikin?!”
Wan jê re got: “Hiş be! Devê xwe bigire û bi me re were. Ji me re bibe şêwirmend û kahin. Ma ji bo te kîjan çêtir e? Kahintiya li mala zilamekî yan kahintiya ji tevahiya binemalek an eşîreke gelê Îsraêl re?”
Dilê kahin gelek şa bû. Wî êfod, pûtên malê û pûtê qewirandî hildan û ew bi hev re çûn.
Wan mal, zarok û heywanên xwe dan pêşiya xwe û dan rê.
Gava ew ji mala Mîxa dûr ketin, cîranên Mîxa rabûn, çûn ba wan.
Gava wan gazî Daniyan kir, Danî zivirîn. Wan ji Mîxa re got: “Çi bû? Te çima zilamên xwe civandin?”
Mîxa got: “We îlahên ku min çêkiribûn û kahinê min birin! We çi ji min re hişt? Hûn çawa ji min re dibêjin: ‘Te xêr e?’”
Daniyan jê re got: “Çêtir e ku dengê te neyê! Yan na zilamên bêhnteng wê bi ser te de werin, te û maliyên te bikujin!”
Piştre Danî çûn. Çaxê Mîxa dît ku ew ji wan hêzdartir in, vegeriya mala xwe.
Piştî tiştên ku Mîxa çêkirine û kahin birin, Daniyan êrîşî Layîşê kir ku aram û bêxem bûn. Wan gel da ber şûran û bajar şewitand.
Ji ber ku ew ji Saydayê dûr bûn û têkiliya wan bi kesî re tunebû, tu kes Layîş rizgar nekir. Bajar li deşta nêzîkî Bêt-Rehovê bû. Daniyan bajar ji nû ve ava kir û tê de rûniştin.
Li gorî navê bavkalê xwe yê ku li welatê Îsraêl çêbûbû, navê bajêr kirin Dan. Navê berê yê bajêr Layîş bû.
Daniyan pûtê qewirandî li wir daçikand. Heta roja çûn sirgûnê, Yonatanê kurê Gêrşomê kurê Mûsa û kurên wî ji eşîra Dan re bûn kahin.
Heta ku Mala Xwedê li Şîloyê bû, wan ji xwe re pûtê ku Mîxa çêkiriye, daçikandî hişt.
Di wan rojan de, gava li welatê Îsraêl padîşah tunebû, li pişta herêma çiyayî ya Efrayîmê Lêwiyiyek dima. Wî ji Bêtlehema Cihûdayê ji xwe re cariyeyek anîbû.
Cariyeya wî jê hêrs bû, ji ba wî çû Bêtlehema Cihûdayê û li mala bavê xwe çar mehan ma.
Mêrê wê rabû çû ba wê ku li ber dilê wê bide û wê bîne malê. Xulamê wî û du ker jî pê re bûn. Jinikê ew bir mala bavê xwe. Çaxê bavê jinikê ew dît, şa bû û xêrhatina wî kir.
Ew bû mêvanê Xezûrê xwe. Bi hev re xwarin û vexwarin. Zilam sê şevan li wir ma.
Roja çaran, serê sibê zû rabûn. Gava zava xwest here, bavê jinikê jê re got: “Lez neke, pariyekî nan bixwe, piştre hûnê herin.”
Herdu rûniştin, bi hev re xwarin û vexwarin. Bavê jinikê ji zavayê xwe re got: “Ji kerema xwe îşev jî bimîne û bila dilê te xweş be.”
Ew rabû ser piyan ku here, lê xezûrê wî careke din zorê lê kir. Ew rûnişt û wê şevê jî li wir ma.
Roja pêncan, serê sibê zû rabû ku here. Xezûrê wî got: “Lez neke, heta piştî nîvro bisekine.” Piştre herduyan bi hev re xwarin xwar.
Gava zilam, carî û xulamê wî rabûn ku herin, xezûrê wî got: “Binêre êdî êvar e. Ji kerema xwe, şeva xwe li vir biborîne û bila dilê te xweş be. Berê êvarê ye. Tê serê sibê zû rabî û herî konê xwe.”
Lê zilam nexwest ku şeveke din bimîne. Rabû, cariyeya xwe hilda û bi du kerên palankirî bi rê ket. Ew gihîşt pêşberî Yevûsê ku Orşelîm e.
Gava nêzîkî Yevûsê bûn, roj li ber avabûnê bû. Xulam ji xweyê xwe re got: “Ji kerema xwe, em herin vî bajarê Yevûsiyan û şeva xwe li vir biborînin.”
Lê Xweyî got: “Emê nekevin bajarekî xerîban. Ew ne ji gelê Îsraêl in. Emê berdewam bikin û herin Gîvayê.”
Bi ser de got: “Were, em nêzîkî Gîvayê yan Ramayê bibin. Emê li yekî ji wan şeva xwe biborînin.”
Bi vî awayî wan berdewam kir. Gava nêzîkî bajarê Gîvaya Binyamîniyan bûn, roj çû ava.
Ji bo ku şeva xwe li Gîvayê biborînin, ji rê averê bûn. Ew ketin bajêr û li meydana bajêr rûniştin. Çimkî tu kesî ew nehewandin.
Evarê, kalemêrek ji karê zeviya xwe vedigeriya. Ew ji herêma çiyayî ya Efrayîmê bû, lê li Gîvayê dima. Xelkê bajêr Binyamînî bûn.
Gava kalemêr serê xwe rakir, rêwiyên li meydana bajêr dîtin. Wî got: “Hûn ji ku tên û bi ku ve diçin?”
Lêwiyî got: “Em ji Bêtlehema Cihûdayê derbasî pişta herêma çiyayî ya Efrayîmê dibin. Ez ji wê derê me. Ez çûbûm Bêtlehema Cihûdayê, lê niha vedigerim mala xwe. Kesî em nehewandin.
Ezbenî, ji bo kerên me ka û êm heye. Ji bo min, cariyeya min û xulamê min nan û şerab ji heye. Tu tiştek kêm tuneye.”
Kalemêr got: “Baş e, ezê hewcedariyên we pêk bînim. Lê tenê şevê li meydanê derbas nekin.”
Bi vî awayî wî ew birin mala xwe û êm da kerên wî. Wan lingên xwe şûştin, xwarin û vexwarin.
Gava bêhna xwe vedidan, beredayiyên bajêr, dor li xanî girt. Wan li derî xist û ji kalemêrê xweyê malê re got: “Wî zilamê ku hatiye mala te derxe derve ku em pê re razên.”
Xweyê malê derket derve, çû ba wan û ji wan re got: “Na, birano! Ez ji we rica dikim, xerabiyê nekin. Zilam xwe avêtiye mala min. Hûn vê kirêtiyê nekin.
Va ye, keçika min a xama û cariyeya zilêm li hundir in. Ez wan derxim, xerabiya xwe bi wan bikin. Hûn çawa dixwazin bi wan bikin, lê vê kirêtiyê bi vî zilamî nekin.”
Lê wan guh neda. Loma Lêwiyî cariyeya xwe girt û ji bo wan derxist derve. Ew pê re razan. Tevahiya şevê, heta serê sibê pê re man. Ber destê sibê wan ew berda.
Bi hilatina rojê re, jinik hat û ber deriyê mala ku xweyê wê lê dima, ket erdê. Heta dinya ronî bû jinik li wir ma.
Serê sibê xweyê wê rabû, derî vekir ku bide rê û here. Dît ku cariyeya wî li ber deriyê malê ketiye û destê wê li ser şêmîka derî ye.
Wî jê re got: “Rabe, em herin.” Wê bersiv neda. Li ser vê yekê wî ew li kerê siwar kir û berê xwe da mala xwe.
Gava ew gihîşt malê, wî kêrek anî, cariyeya xwe hilda, ew kir duwanzdeh perçe û şandin seranserê welatê Îsraêl.
Her kesê ku ev yek dît, got: “Ji roja ku gelê Îsraêl ji welatê Misrê derketiye heta îro tiştek wiha çênebûye û nehatiye dîtin. Li ser vê yekê bifikirin û bêjin ka emê çi bikin.”
Tevahiya gelê Îsraêl, ji Danê heta Beêr-Şevayê, bi welatê Gîlad re bi rê ket, li Mîspayê li hizûra Xudan wekî bedenekê civiyan.
Serekên hemû eşîrên Îsraêl di civîna gelê Xwedê de cihê xwe girt, çar sed hezar leşkerên peya şûrên xwe ragirtin.
–Di vê navberê de Binyamîniyan bihîst ku gelê Îsraêl li Mîspayê civiya ye.– Gelê Îsraêl got: “Ka bêjin, ev xerabî çawa çêbû?”
Lêwiyiyê mêrê jinika kuştî, bersiv da û got: “Ez û cariyeya xwe ketin bajarê Gîvaya Binyamîniyan ku em şevê derbas bikin.
Mêrên Gîvayî li dijî min rabûn û ji bo ku min bikujin, bi şev dor li mala ku ez lê dimam girt. Ew bi zorê bi cariyeya min re razan û jinik mir.
Min cendekê cariyeya xwe hilda û perçe kir û her perçeyê wê şand seranserê welatê Îsraêl. Çimkî wan ev kirêtî û riswatî li welatê Îsraêl kir.
Niha Îsraêlîno! Hûn hemû li vir fikir û şêwra xwe bêjin.”
Tevahiya gel rabû û wekî bedenekê bi hev re got: “Wê tu kes ji me neçe konê xwe û nezivire mala xwe.
Ya ku emê bi Gîvayê bikin ev e: Emê bi pişkavêtinê êrîşî wê bikin.
Bila dehyeka her eşîra Îsraêl, deh ji hemû sedan, sed ji hemû hezaran, hezar ji hemû deh hezaran ji şervanan re xwarinê bîne. Bila şervan jî bikevin bajarê Gîvaya Binyamîniyan û tola vê kirêtiyê hilînin ku li welatê Îsraêl hat kirin.”
Bi vî awayî tevahiya gelê Îsraêl bû yek û li dijî bajêr civiya.
Eşîrên Îsraêl zilam şandin hemû eşîra Binyamîn. Wan got: “Ev çi xerabî ye ku di nav we de hat kirin?
Niha wan beredayiyên Gîvayê bidin me ku em wan bikujin û vê xerabiyê ji nav gelê Îsraêl rakin.” Lê Binyamîniyan guh neda dengê Îsraêliyên birayên xwe.
Binyamînî ji bajarên din hatin û li Gîvayê civiyan ku li dijî gelê Îsraêl şer bikin.
Wê rojê ji bilî heft sed Gîvayî, hejmara Binyamîniyên ku ji bajarên din bi şûrê xwe hatin, bîst û şeş hezar bû.
Di nav wan de heft sed kesên çep hatin hilbijartin ku her yekî ji wan dikaribû bi berkaniyê kevir li mûyê bixista.
Ji bilî Binyamîniyan, hejmara şûrkêşên gelê Îsraêl çar sed hezar kes bû. Hemû jî şervan bûn.
Gelê Îsraêl rabû çû Bêt-Êlê. Li wir, wan ji Xwedê pirsî û got: “Kî ji me wê pêşî here û li dijî Binyamîniyan şer bike?” Xudan got: “Wê eşîra Cihûda pêşî here.”
Gelê Îsraêl serê sibê rabû çû. Wan li dijî Gîvayê artêşgeh ava kirin.
Ji bo ku li dijî Binyamîniyan şer bikin, gelê Îsraêl li Gîvayê ket kozik û çeperan.
Binyamînî ji Gîvayê derketin û wê rojê ji gelê Îsraêl bîst û du hezar kes li erdê raxistin.
Lê gelê Îsraêl hev bi zirav kirin û li dera ku rojek berê ji bo şer ketibûn kozik û çeperan, careke din ketin kozik û çeperan.
Paşê gelê Îsraêl çû Bêt-Êlê. Li hizûra Xudan heta êvarê giriya. Ji Xudan pirs kir û got: “Ma em dîsa li dijî pismamên xwe Binyamîniyan şer bikin?” Xudan got: “Erê, li dijî wan şer bikin.”
Roja diduyan gelê Îsraêl careke din nêzîkî Binyamîniyan bû.
Wê rojê Binyamînî ji Gîvayê derketin û dîsa ji gelê Îsraêl hijdeh hezar kes li erdê raxistin. Hemû jî şûrkêş bûn.
Tevahiya gelê Îsraêl rabû çû Bêt-Êlê û giriya. Li wir li hizûra Xudan rûnişt û wê rojê heta êvarê rojî girt. Wan qurbanên aştiyê û şewitandinê pêşkêşî Xudan kir.
Îcar gelê Îsraêl ji Xudan pirs kir. –Çimkî wê demê Sindoqa Peymana Xwedê li wê derê bû
û Pînehasê kurê Êlezarê kurê Harûn li ber wê nobedarî dikir.– Wan got: “Em dîsa li dijî Binyamîniyên pismamên xwe şer bikin an na?” Xudan got: “Şer bikin, çimkî ezê wan sibê bidim destê we.”
Gelê Îsraêl ji çar alî ve li dora Gîvayê ket kemînê.
Roja sisêyan bi ser Binyamîniyan ve çû û wekî carên berê li pêşberî Gîvayê tevdîra şer kir.
Binyamîniyan êrîş dikir û ji bajêr dûr diketin. Wekî carên berê, li ser riyên mezin û li çolê gelê Îsraêl têk bir û bi qasî sî kesan ji wan kuştin. Yek ji van riyan diçû Bêt-Êlê, riya din jî diçû Gîvayê.
Binyamîniyan di dilê xwe de got: “Wekî carên berê dîsa têk diçin.” Lê gelê Îsraêl digot: “Em birevin û wan ji bajêr bikişînin riyên mezin.”
Piraniya gelê Îsraêl ji cihê xwe vekişiya û li Baal-Tamarê rêz bû. Lê kesên li rojavayê Gîvayê ketibûn kemînê jinişkave ji cihê xwe derketin.
Duwanzdeh hezar şervanên bijare yên gelê Îsraêl êrîşî Gîvayê kir. Şer giran bû. Haya Binyamîniyan ji belaya hatibû serê wan tunebû.
Xudan li ber gelê Îsraêl Binyamînî têk birin. Di wê rojê de wan bîst û pênc hezar û sed şûrkêşên Binyamînî kuştin.
Êdî Binyamîniyan dît ku ew têk çûne. Gelê Îsraêl rê da wan ku derbas bibin. Çimkî ew ji Îsraêliyên din ên ku li dijî Gîvayê kemîn danîbûn, piştrast bûn.
Kesên di kemînê de bi lez êrîşî Gîvayê kir û tevahiya bajêr da ber şûran.
Di vê navberê de piraniya gelê Îsraêl û kesên di kemînê de li ser nîşanekê li hev kiribûn. Wê agir berdana bajêr û dûmaneke mezin derxistana.
Wî çaxî wê piraniya gelê Îsraêl ji qada şer vegeriya. Di vê navberê de Binyamîniyan dest bi şer kiribû û bi qasî sî kesan ji gelê Îsraêl kuştibûn. Gava wan berê xwe da bajêr wiha got: “Wekî şerê berê dîsa li dijî me têk çûn.”
Gava dûyê agir wekî stûnekê ji bajêr bilind bû, Binyamînî zivirîn û dît ku dû ji seranserê bajêr hildikişe ezmanan.
Piraniya gelê Îsraêl zivirî û Binyamînî şaş û metel ma. Çimkî wan fêm kir ku wê belayek were serê wan.
Tevî ku Binyamînî ji ber gelê Îsraêl berê xwe da çolê jî, nikaribûn rizgar bibin. Çimkî şervanên din ên gelê Îsraêl ji bajaran derketin, rê li ber wan birî û ew tune kirin.
Gelê Îsraêl da pey Binyamîniyên mayî. Heta rojhilatê Gîvayê, cihê ku lê kon vedan, li wan xistin û cendekê wan li erdê dirêj kirin.
Hijdeh hezar Binyamînî ketin û mirin. Hemû jî mêrxas bûn.
Kesên sax man, ber bi çolê, bi aliyê Zinarê Rîmmonê ve reviyan. Gelê Îsraêl, li ser rê pênc hezar kes jî, ji wan kuştin. Wan heta Gîdomê da pey kesên mayî û li wir jî du hezar kesên din raxistin erdê.
Wê rojê hejmara Binyamîniyên şûrkêş ku ketin û mirin bîst û pênc hezar bû. Hemû jî mêrxas bûn.
Lê şeş sed kes reviyabûn çolê û çar mehan li Zinarê Rîmmonê mabûn.
Gelê Îsraêl ket bajarên Binyamîniyan û kesên mayî, heywan û hemû jîndar dan ber şûran. Hemû bajarên din jî şewitandin.
Di vê navberê de, Îsraêl li Mîspayê, beriya şer sond xwaribû û gotibû: “Wê tu kes ji me, keça xwe bi Binyamîniyan re nezewicîne.”
Paşê gelê Îsraêl hat Bêt-Êlê, heta êvarê li wir li hizûra Xwedê rûnişt û bi dengekî bilind giriya.
Wan got: “Ya Xwedayê Îsraêl Xudan! Çima ev yek çêbû ku îro ji gelê Îsraêl eşîrek kêm bû?”
Dotira rojê serê sibê zû rabûn. Piştî wan li wir gorîgehek çêkir, qurbanên aştiyê û şewitandinê jî pêşkêş kirin.
Gelê Îsraêl got: “Gava em civiyan û hatin hizûra Xudan, ji nav hemû eşîrên Îsraêl kîjan nehat?” Çimkî wan li Mîspayê sond xwaribû û gotibû: “Her kesê neyê, divê esse bê kuştin.”
Lê gelê Îsraêl li ber Binyamîniyên pismamên xwe ket û got: “Îro ji gelê Îsraêl eşîrek kêm bû.
Ji bo kesên sax mane, em çawa bikin ku wan bizewicînin? Çimkî me bi navê Xudan sond xwar ku emê keçên xwe nedin wan.”
Piştre wan got: “Ji eşîrên Îsraêl kî li Mîspayê derneket hizûra Xudan?” Wan fêm kir ku ji Yavêş-Gîladê tu kes nehatiye civîna li artêşgehê.
Çimkî gava gel hat hejmartin, tu şêniyê Yavêş-Gîladê nehat dîtin.
Civakê duwanzdeh hezar şervanên herî mêrxas şandin. Wan got: “Rabin, şêniyên Yavêş-Gîladê, jin û zarokan jî bidin ber şûran.
Ya ku hûnê bikin ev e: Hemû mêran û hemû jinên ku destê mêran pê bûye bikujin.”
Wan ji nav şêniyên Yavêş-Gîladê, çar sed keçên ku nezewicîne dîtin û anîn artêşgeha Şîloyê ku li welatê Kenanê ye.
Tevahiya civakê zilam şandin ba Binyamîniyên ku li Zinarê Rîmmonê dimînin. Wan xwest ku bi wan re li hev werin.
Wê gavê Binyamînî vegeriyan. Gelê Îsraêl keçên ku ji Yavêş-Gîladê sax hiştine dan wan. Lê têra wan nekir.
Gel li ber Binyamîniyan ket. Çimkî Xudan yekîtiya navbera eşîrên Îsraêl xera kiribû.
Rîspiyên civatê got: “Ji yên mayî re emê çawa jinan bibînin? Çimkî jinên Binyamîniyan hatin kuştin.”
Paşê wan got: “Ji bo ku eşîreke gelê Îsraêl ji ser rûyê erdê ranebe, divê mîrasxurên Binyamîniyan hebin.
Em nikarin keçên xwe bi wan re bizewicînin. Çimkî gelê Îsraêl sond xwaribû û gotibû: ‘Nalet li wan were ku keçên xwe bidin Binyamîniyan.’”
Piştre wan got: “Binêrin, li Şîloyê her sal cejna Xudan tê kirin. Şîlo dikeve bakurê Bêt-Êlê û başûrê Levonayê, li rojhilatê riya ku ji Bêt-Êlê dikeve Şexemê ye.”
Bi vî awayî wan li Binyamîniyan emir kir û got: “Herin di nav rezan de xwe veşêrin
û binêrin. Dema keçên Şîloyî dest bi govendan bikin, ji nav rezan derkevin, her yek ji we ji xwe re keçeke Şîloyî birevîne û bibe welatê Binyamîn.
Heke bav û birayên wan hatin ba me û gilî kirin, emê ji wan re bêjin: ‘Ji bo xatirê me, wan bibexişînin! Jinên ku me bi şer standin, têra wan nekir. Herwiha hûnê li ser sonda xwe sûcdar nebin, çimkî we bi dilxwazî keçên xwe neda wan.’”
Binyamîniyan jî wisa kir. Li gorî hejmara xwe ji keçên ku direqisîn, revandin. Paşê ew çûn ser axa xwe, bajarên xwe ava kirin û lê rûniştin.
Piştre gelê Îsraêl ji wê derê vegeriya ser axa xwe, ba eşîr û malbatên xwe.
Di wan rojan de li welatê Îsraêl padîşah tunebû. Her kesî tiştê di çavê wan de rast bû, dikir.
Di dema dadgeran serwerî dikir de, li welêt xela rabû. Zilamekî ji bajarokê Bêtlehema Cihûdayê, bi jina xwe û du kurên xwe re çû welatê Moavê ku lê bi xerîbî bimîne.
Navê wî Elîmelek bû, navê jina wî Naomî bû, navên kurên wî jî Mahlon û Kîlyon bûn. Ew ji Bêtlehema Cihûdayê, ji binemala Efrat bûn û çûbûn ku li welatê Moavê bijîn.
Gava mêrê Naomî Elîmelek mir, ew bi herdu kurên xwe re tenê ma.
Herdu kur jî bi keçên Moavî re zewicîn. Navê yekê Orpa, navê ya din Rût bû. Piştî ku wan deh salan li wê derê jiyana xwe borandin,
Mahlon û Kîlyon mirin. Bi vî awayî Naomî ji mêrê xwe û herdu kurên xwe bû.
Naomî ji welatê Moavê bihîst ku Xudan hatiye alîkariya gelê wê û xwarin daye wan, li ser vê yekê wê û herdu bûkên xwe amade kirin ku bizivirin.
Ew bi herdu bûkên xwe re ji wê derê bi rê ketin ku bizivirin welatê Cihûda.
Di rê de Naomî ji herdu bûkên xwe re got: “Bizivirin malên dayikên xwe, we çawa ji bo miriyên xwe û ji min re qencî kir, bila Xudan jî wisa qenciyê bi we bike.
Xudan ji we herduyan re jî, li mala mêrên we yên nû rihetiyê bide we.” Piştre wê herdu jî ramûsan û ew bi dengekî bilind giriyan.
Wan ji Naomiyê re got: “Na, emê bi te re bizivirin ba gelê te.”
Lê Naomî got: “Vegerin keçên min, ma hûnê çima bi min re werin? Ma di zikê min de, tu kurên min ê ku wê ji we re bibin mêr hene?
Vegerin herin keçên min. Bi qasî ku careke din nezewicim pîr bûme. Ez bêjim hêviya min heye, ez îşev herim mêr û kuran bînim,
ma hûn dikarin li benda mezinbûna wan bisekinin? Ma hûn dikarin heta wê demê mêr nekin? Na keçên min, ev tehlbûna min ji ya we bêtir e. Çimkî Xudan felaket bi ser min de anî.”
Ew careke din bi dengekî bilind giriyan. Orpayê xesûya xwe ramûsa û xatir jê xwest, lê Rûtê ew hembêz kir û pê re ma.
Naomî ji Rûtê re got: “Binêre, jintiya te zivirî gelê xwe û îlahê xwe. Tu jî li pey jintiya xwe here.”
Lê Rûtê got: “Zorê li min neke ku ez dev ji te berdim û li pey te neyêm. Çimkî tu herî ku derê, ezê bêm wê derê. Tu li ku derê bimînî, ezê jî li wê derê bimînim. Wê gelê te bibe gelê min, wê Xwedayê te bibe Xwedayê min.
Tu li ku derê bimirî, ezê jî li wê derê bimirim û li wê derê bêm veşartin. Ji mirinê pê ve, heke ji ber sedemeke din ji te biqetim, bila Xudan wisa bîne serê min û ya jê xerabtir jî.”
Çaxê Naomî dît ku Rûtê biryar daye wê pê re here, êdî wê tiştekî din jê re negot.
Herdu jî heta ku bigihîjin Bêtlehemê meşiyan. Hatina wan tevahiya Bêtlehemê rakir ser piyan. Jinan ji hev re got: “Ma Naomî ev e?”
Naomî ji wan re got: “Ji min re nebêjin: ‘Naomî,’ ji min re bibêjin: ‘Mara.’ Çimkî Xwedayê Karîndar bi min gelek da kişandin.
Ez têr û tije çûm, lê Xudan ez destvala bi şûn de şandim. Madem Xudan tengasî bi min da kişandin û Karîndar xerabî anî serê min, hûn çima ji min re bêjin Naomî?”
Naomî bi bûka xwe ya Moavî Rûtê re ji welatê Moavê zivirî. Ew di dema hilanîna ceh de gihîştin Bêtlehemê.
Bi navê Bowaz merivekî Naomî hebû. Ew ji binemala mêrê wê Elîmelek bû. Bowaz zilamekî navdar û dewlemend bû.
Rojekê Rûta Moavî ji Naomiyê re got: “Destûr bide min ez herim zeviyê, li pey zilamekî xêrxwaz efareya simbilan bikim.” Naomî jê re got: “Here keça min.”
Îcar Rût çû, li pey paleyan simbil efare kirin. Ew bi rasthatinî çûbû zeviya Bowazê ku ji binemala Elîmelek bû.
Wê gavê Bowaz ji Bêtlehemê hat û ji paleyan re got: “Xudan bi we re be.” Wan jî got: “Xudan te pîroz bike.”
Piştre Bowaz ji xulamê xwe yê ku li ser serê paleyan disekinî re got: “Ev jina ciwan kî ye?”
Xulamê li ser serê paleyan got: “Ev ew jinika ciwan a Moavî ye. Ew ji welatê Moavê bi Naomî re hatibû.”
Wê ji min re got: “Ji kerema xwe destûr bide min ku ez efareya simbilan bikim, yên ku ji ber qevdên wan mane bicivînim.” Ji serê sibê heta niha ew xebitî, wê gelek kêm li bin holikê bêhna xwe veda.
Bowaz ji Rûtê re got: “Guh bide keça min! Ji bo civandina simbilan neçe zeviyeke din, ji vir neqete û li vir li ba keçikên me yên xizmetkar bimîne.
Bila çavê te, li ser zeviyê be ku pale didirûn. Bide pey wan. Min emir da xulamên xwe ku kes têkilî te nebe. Tu kengê tî bûyî, here ji ceran ava bîrê vexwe.”
Rûtê xwe xwar kir, deverû çû erdê û jê re got: “Tevî ku ez xerîb im, gelo çima te ez nêzîkî xwe dîtim û qenciyê bi min kir?”
Bowaz lê vegerand û got: “Her tiştê ku te piştî mirina mêrê xwe ji bo xesûya xwe kiriye, ji min re hat gotin. Te dev ji diya xwe, bavê xwe û welatê ku tu lê hatî dinyayê berda û hatî nav gelekî ku te ji berê ve pê nizanibû.
Xudan qenciya te bîne pêşiya te. Bila Xwedayê Îsraêl Xudan ku tu hatî xwe bispêrî binçengên wî, bi comerdî te xelat bike.”
Rûtê got: “Te qencî bi min kir, ezbenî. Tevî ku ez ne xizmetkareka te me jî, te bi gotinên xwe yên xweş ez teselî kirim.”
Çaxê xwarinê, Bowaz ji Rûtê re got: “Were vir, nan hilde, pariyê xwe di nav sihikê re bike û bixwe.” Rût li ba paleyan rûnişt. Bowaz firîkên qelandî dayê, wê têr xwar û hinek jî hilanî.
Gava Rût ji bo efarekirina simbilan rabû, Bowaz li xulamên xwe emir kir û got: “Bila ji nav qevdan ji xwe re efare bike, jê re nebin asteng.
Heta ji bo wê, hin simbilan ji qevdan biqetînin û deynin erdê ku efare bike. Wê qet neşikênin.”
Bi vî awayî Rûtê heta êvarê li nav zeviyê simbil efare kirin. Wê simbilên ku efare kirin kuta û bi qasî efayekê cehê wê çêbû.
Wê cehê xwe da pişta xwe û hat bajêr. Xesûya wê, cehê ku efare kiriye dît. Rûtê, ji xwarina ku ji ber wê maye da xesûya xwe.
Xesûya wê jê re got: “Te îro li ku derê efareya simbilan kir, tu li ku derê xebitî yî? Ew zilamî ku ev qencî bi te kiriye pîroz be!” Rûtê behsa zilamê ku li zeviya wî xebitiye kir û got: “Navê zilamê ku ez îro li zeviya wî xebitîm Bowaz e.”
Naomî ji bûka xwe re got: “Xudan wî zilamî pîroz bike ku qencî û dilsoziyê ji saxan û miriyan texsîr nake.” Piştre Naomî got: “Ew zilam merivê me ye, yek ji wan e ku li gorî Şerîetê divê xweyîtiyê li me bike.”
Rûta Moavî wiha got: “Bi ser de ji min re got: ‘Heta ku zilamên min hemû karê dirûnê biqedînin tu bi wan re bimîne.’”
Naomî ji bûka xwe Rûtê re got: “Keça min, çêtir e ku tu bi keçikên wî yên xizmetkar re herî. Heke na, li derên din dikarin te aciz bikin.”
Rût heta dawiya dirûna ceh û genim, ji bo berhevkirina simbilan ji keçikên xizmetkar ên Bowaz veneqetiya û li ba xesûya xwe ma.
Naomiya Xesûya Rûtê jê re got: “Keça min, ma ji bo qenciya te, ez ji bo te li mêrekî negerim ku maleke te ya starê jî hebe?
Ma niha ev Bowazê ku tu bi keçikên wî yên xizmetkar re dimînî ne merivê me ye? Binêre, îşev Bowaz li ser bênderê ceh didêrîne.
Tu serê xwe bişo, bêhnên xweş li xwe bike, xwe bixemilîne û here ser bênderê. Lê heta ew xwarin û vexwarina xwe neqedîne, tu xwe nîşanî wî nede.
Wextê xewê, cihê razana wî hîn bibe, piştre here lihêfa ji ser lingên wî rake û li wê derê razê. Tiştê ku divê tu bikî, wê ji te re bêje.”
Rûtê jê re got: “Her tiştê ku tu dibêjî ezê bikim.”
Ew çû ser bênderê û her tiştê ku xesûya wê jê re gotiye kir.
Piştî ku Bowaz xwar û vexwar kêfa wî hat cih û çû li kêleka lodê raza. Rûtê jî bi dizî hat, lihêfê ji ser lingên wî rakir û raza.
Nîvê şevê Bowaz jinişkave hişyar bû û zivirî, dît ku va ye jinek li ber lingên wî razayî ye.
Wî jê re got: “Tu kî yî?” Wê got: “Ez Rût im, xulama te. Bi min re bizewice, wezîfeya xweyîtiyê li min bike. Çimkî tu ji malê yî.”
Bowaz got: “Keça min, Xudan te pîroz bike. Ev qenciya te ya niha, ji ya berê jî mezintir e. Çimkî çi belengaz, çi dewlemend tu li pey xortan neketî.
Niha keça min, tu netirse, her ya ku tu dixwazî ezê bikim. Hemû kesê li vî bajarî dizane ku tu jineke hêja yî.
Rast e, ez xweyiyekî we yê nêzîk im. Lê merivekî hê ji min nêzîktir heye.
Tu îşev li vir bimîne. Heke sibê ew, wezîfeya xwe ya xweyîtiyê bi te re bike, baş e. Bila bike. Lê heke ew nexwaze wezîfeya xwe ya xweyîtiyê bi te re bike ez bi navê Xudanê Jîndar sond dixwim ku ezê wezîfeya xwe ya xweyîtiyê bikim. Tu heta serê sibê razê.”
Rût heta serê sibê li ber lingên wî raza. Beriya ku dinya ronahî bibe û mirov hev bifesilînin, ew rabû. Çimkî Bowaz got: “Divê kes nizanibe ku jinek hatiye ser bênderê”
û ji Rûtê re got: “Wê şala ser pişta xwe derîne û veke.” Çaxê Rûtê şala xwe vekir, wî şeş elbik ceh berda şala wê û li pişta wê kir. Rût zivirî bajêr.
Gava Rût bi şûn ve zivirî, xesûya wê jê re got: “Çawa çêbû keça min?” Rûtê her tiştê ku Bowaz ji bo wê kiribû behs kir
û got: “Wî ev şeş elbik ceh da min û ji min re got: ‘Destvala neçe ba xesûya xwe.’”
Naomî got: “Keça min, heta ku tu hîn bûyî ka ev kar çawa çêdibe, sebir bike. Çimkî Bowaz, îro heta vî karî neqedîne nasekine.”
Bowaz çûbû û li ber dergehê bajêr rûniştibû. Gava ew merivê nêzîktir ê ku Bowaz behsa wî kiribû, di wê derê re derbas dibû, bangî wî kir û got: “Keremke were rûne.” Zilam jî hat û rûnişt.
Piştre Bowaz ji rîspiyên bajêr deh kes civandin û ji wan re got: “Hûn jî keremkin werin.” Ew jî rûniştin.
Bowaz ji xwediyê nêzîktir re got: “Naomiya ku ji welatê Moavê ziviriye, zeviya merivê me Elîmelek difiroşe.
Ez jî li pêş yên ku li vir rûniştine û rîspiyên gelê me ne, ji bo ku tu vê zeviyê bikirî meselê ji te re dibêjim. Heke tu dixwazî wezîfeya xweyîtiya xwe bikî, bike. Heke naxwazî, ji min re bêje ku ez bizanim. Çimkî ev wezîfe pêşî dikeve ser te, piştî te jî ser min.” Zilêm got: “Ezê wezîfeya xweyîtiya xwe ya nêzîktir bikim.”
Bowaz got: “Lê belê gava tu zeviyê ji destê Naomî bikirî, ji bo ku navê yê mirî li ser mîras bimîne, divê tu jina wî ya Moavî, Rûtê jî, ji xwe re bînî.”
Xwediyê nêzîktir got: “Heke wisa be, ez nikarim wezîfeya xwe ya xweyîtiyê bikim. Ez bikim, mîrasa min bi xwe dikeve talûkê. Tu bi xwe mafê xweyîtiya min bistîne, çimkî ez nikarim bikim.”
Berê li welatê Îsraêl, ji bo bicihanîna wezîfeya xweyîtiyê û firotina milk adet ev bû: Ji bo erêkirina kar, yekî çaroxa xwe derdixist û dida yê din û bi vî awayî kar bi şahidî diqediya.
Loma zilamê ku xwediyê nêzîktir bû got: “Tu bi xwe bikire” û çaroxa xwe derxist û da Bowaz.
Bowaz ji yên rîspî û hemû kesî re got: “Hûn îro şahid in ku min her tiştê Elîmelek, her tiştê Kîlyon û Mahlon ji destê Naomî kirî.
Ez jina Mahlon a jinebî, Rûta Moavî ji xwe re tînim ku navê Mahlonê mirî bi mîrasa wî re bajo, li nav birayan û bajarokê wî bimîne. Hûn îro ji vê re bûn şahid.”
Hemû xelkê li ber dergehê bajêr û rîspiyan got: “Erê, em şahid in. Xudan wê jina ku tê mala te, bike wekî Rahêl û Lêaya ku Mala Îsraêl ava kirin. Tu li nav binemala Efrat dewlemend bî û li Bêtlehemê navdar bî.
Bila mala te, bi zarokên ku Xudan ji vê jinê bide te, wekî Mala Peres be ku Tamarê ji Cihûda re anî.”
Bowaz Rût ji xwe re anî û çû ba wê. Bi kerema Xudan ew bi zaro ma û wê kurek anî.
Paşê jinan ji Naomî re got: “Xudan pîroz be, wî îro te bêxweyî nehişt. Bila navê lawik li welatê Îsraêl bê naskirin.
Wê jiyana te nû bike û di pîrîtiya te de, te xweyî bike. Çimkî bûka te ya ku ji heft kuran çêtir e û ji te hez dike, ew anî dinyayê.”
Naomî kurik hilda û kir hembêza xwe û jê re pîriktî kir.
Jinikên cîran got: “Ji Naomî re kurek çêbû” û wan nav lê danî. Wan navê Ovêd li lawik kirin. Ovêd bavê Yêşa, Yêşa jî bavê Dawid e.
Qeyda ziriyeta Peres wiha ye: Peres bavê Hesron e,
Hesron bavê Ram e, Ram bavê Emmînadav e,
Emmînadav bavê Nahşon e, Nahşon bavê Salmon e,
Salmon bavê Bowaz e, Bowaz bavê Ovêd e,
Ovêd bavê Yêşa ye, Yêşa jî bavê Dawid e.
Li bajarokê Ramatayîmê, li herêma çiyayî ya Efrayîmê, kesekî bi navê Êlqana hebû. Ew ji malbata Sûf, kurê Yerohamê Êlîhûyê Tohûyê kurê Sûfê Efrayîmî bû.
Bi navê Hanna û Penînna du jinên Êlqana hebûn. Zarokên Penînnayê hebûn, lê zarokên Hannayê tunebûn.
Êlqana her sal ji bajarê xwe derdiket û diçû Şîloyê ku biperize Xudanê Karîndar û qurbanan pêşkêşî wî bike. Hofnî û Pînehas du kurên Elî bûn û li wê derê kahinên Xudan bûn.
Gava Êlqana qurban dikir, parek dida jina xwe Penînnayê û kur û keçên wê,
lê du par dida Hannayê. Xudan zarok nedida Hannayê. Lê dîsa jî Êlqana jê hez dikir.
Ji ber ku zarokên Hannayê çênedibûn, hewiya wê belaya xwe didayê û ew diêşand.
Vê yekê bi salan berdewam kir. Hanna her ku diçû Mala Xudan, hewiya wê belaya xwe lê dida. Hanna digiriya û nan nedixwar.
Rojekê Êlqana dîsa jê re got: “Hanna tu çima digirî û nan naxwî? Tu çima wisa xemgîn î? Ma ez ji te re ji deh kuran ne çêtir im?”
Piştî xwarin û vexwarina li Şîloyê, Hanna rabû. Eliyê kahin, li ser kursiyê li ba kêleka dergehê Perestgeha Xudan rûniştîbû.
Hanna bi dilê şewat giriya û lavayî Xudan kir.
Wê soz da û got: “Ya Xudanê Karîndar, heke tu bi rastî hay ji şikestina xulama xwe hebî û min bînî bîra xwe, xulama xwe ji bîr nekî û kurekî bidî min, heta sax be ezê wî pêşkêşî riya te bikim. Wê tu caran gûzan bi serê wî nekeve.”
Gava Hannayê lavayên xwe li ber Xudan dikirin, Elî bala xwe dida lêvên wê.
Hannayê di dilê xwe de lava dikir, tenê lêvên wê dilebitîn, dengê wê nedihat bihîstin. Ji ber vê yekê Elî guman kir ku Hanna serxweş e.
Lewre jî got: “Ma tê heta kengê serxweşiya xwe bidomînî? Êdî dev ji şerabê berde!”
Hannayê bersiv da û got: “Ax ezxulam, ne wisa ye! Ez jineke dilşewat im. Min ne şerab vexwar, ne jî meyeke din. Bes ez dilê xwe li ber Xudan vedikim.
Hesab neke ku xulama te jineke xerab e. Ez pir bi xem û keder im. Berdewamiya lavayên min ji ber vê ne.”
Elî lê vegerand û got: “Nexwe bi xêr û silamet here. Bila Xwedayê Îsraêl daxwaza te pêk bîne.”
Hannayê got: “Hêvîdar im dilê te ji min xweş be.” Paşê rabû nan xwar û beşera wê jî xweş bû.
Serê sibê ew zû rabûn, perizîn Xudan. Paşê jî zivirîn mala xwe ya li Ramayê. Êlqana çû ba jina xwe Hannayê û Xudan Hanna anî bîra xwe.
Hanna bi zaro ma û kurek anî. Wê got: “Min ew ji Xudan xwestiye” û navê wî kir Samûêl.
Êlqana bi maliyên xwe re çû Şîloyê ku soza xwe pêk bîne û qurbana salane pêşkêşî Xudan bike.
Lê Hanna neçû. Ji mêrê xwe re got: “Gava zarok ji şîr hat vekirin, ezê wî bibim ku xizmeta Xudan bike û wê her li wir be.”
Êlqana li ser vê yekê wiha got: “Çawa dixwazî wisa bike. Heta zarok ji şîr hat vekirin, li vir bimîne. Bila Xudan soza xwe pêk bîne.” Îcar heta ku kurê Hannayê ji şîr vebû, li malê ma û wê şîr dayê.
Piştî ku ew ji şîr hat vekirin, tevî wî Hannayê conegayekî sê salî, efayek arvan û meşkek şerab bi xwe re birin Mala Xudan a li Şîloyê. Kurik jî hê biçûk bû.
Piştî ku conega hat serjê kirin, kurik anîn ba Elî.
Hannayê got: “Ezxulam bi serê te, ez ew jin im ku min li ba te lavayî Xudan kiribû.
Min ji bo vî kurikî lava kiribû û Xudan ew da min.
Ez jî niha wî didim Xudan. Heta hebe, wê yê Xudan be.” Paşê ew li wir perizîn Xudan.
Hannayê wiha dua kir: “Dilê min, bi Xudan şa dibe, Yê ku hêza min zêde dike Xudan e, Li dijî dijminên xwe, bi te dipesinim, Bi rizgariya te dilşa dibim.
Di pîroziyê de yekî mîna Xudan tuneye, Ya Xudan, yê wekî te tuneye, Zinarekî wekî Xwedayê me tuneye.
Êdî gotinên mezin nekin, Bila ji devê we gotinên qure dernekevin, Ji ber ku Xudan ew Xwedê ye ku her tiştî dizane. Ew e yê ku kirinan dipîve.
Tîr û kevanên mêrxasan têne şikandin, Lê bêtaqet bi qewetê têne şidandin.
Têr bi şîva şevê dikevin, Lê birçî têr dibin, Jina kordunde, heft zarokan tîne, Lê diya gelek zarokan diçilmise.
Xudan hem dikuje hem radike, Dibe diyarê miriyan û tîne.
Ew hem belengaz dike, hem jî dewlemend, Hinekan dadixe, hinekan radike.
Ew belengazan ji toza erdê radike, Hejaran ji sergoyan derdixe Ku bi mîran re rûnin Û textê rûmetê bibe mîrasa wan. Bingeha dinyayê ya Xudan e, Wî dinya li ser vê daniye.
Xudan gavên dilsozên xwe diparêze, Lê xerab di tariyê de tune dibin, Mirov tenê bi hêza xwe bi ser nakeve.
Kesên li dijî Xudan wê perçe perçe bibin, Xudan ji ezmanan li ser wan dike gurmîn. Wê binê dinyayê jî bibe ber dîwanê, Yê ku padîşahê xwe hêzdar dike, Hêza kesê xwe yê kifşkirî zêde dike Xudan e.”
Êlqana paşê çû mala xwe ya li Ramayê. Lê kurik di bin çavdêriya Eliyê kahin de, xizmet ji Xudan re dikir.
Kurên Elî gelek xerab bûn, wan Xudan nas nedikir.
Guh nedidan rêznameya kahinan a li ser xelkê. Dema kesek goştê qurbanê dikeland, xizmetkarê kahin, di destan de bi sêgoyeke mezin dihat.
Sêgoyê dixist nava qaqib, beroş, dîz û quşxaneyan. Her tiştê ku bi sêgoyê dihat derxistin, ji bo kahin dihat veqetandin. Ji tevahiya Îsraêliyên ku dihatin Şîloyê re bi vî awayî tevdigeriyan.
Herwiha beriya şewitandina bez, xizmetkarê kahin ji pêşkêşkarê qurbanê re digot: “Ji bo kahin goştê sorkirinê bide. Kahin ji te goştê kelandî nastîne, ew tenê goştê xav distîne.”
Lê gava pêşkêşkarê qurbanê bigota: “Pêşî divê bez bê şewitandin, paşê çiqas goşt dixwazî hilde” wê xizmetkar bigota: “Na, tê vêga bidî, yan na ezê bi zorê hildim.”
Gunehê xortan di çavê Xudan de gelek mezin bû. Çimkî wan pêşkêşiyên Xudan kêm dîtin.
Wan rojan Samûêlê biçûk xizmeta Xudan dikir û kirasê kahintiyê yê kitan lê bû.
Diya wî her sal jê re xiftanokek çêdikir. Gava ew ji bo pêşkêşkirina qurbana salane diçûn Şîloyê, lê dikir.
Elî, Êlqana û jina wî pîroz dikirin, ji bo wan dua dikir û digot: “Bila Xudan ji dêla vî zarokê ku ji bo wî hatiye pêşkêşkirin, ji vê jina te zarokên din bide te.” Paşê ew vedigeriyan mala xwe.
Xudan bi Hannayê re qencî kir û Hanna bi zaro ma. Sê kur û du keçên din anîn. Samûêlê biçûk di bin xizmeta Xudan de mezin bû.
Elî êdî gelek kal bûbû. Wî bihîstibû ku zarokên wî xerabî li Îsraêliyan kiribûn û bi jinên xizmetkar re razabûn ku li ber deriyê Konê Hevdîtinê bûn.
Ji wan re got: “Ev çi kirêtî ne ku hûn dikin? Her kes behsa xerabiyên we dike.
Ev çi ye lawo! Wisa nabe, tiştên hûn di nav gelê Xudan de dikin ez dibihîzim. Ev yek qet ne baş e.
Heke mirovek li dijî mirovekî din gunehekî bike, Xwedê dibe navbeynkarê wan. Lê heke mirov li dijî Xudan guneh bike, wê kî wî biparêze?” Lê wan guh nedida dengê bavê xwe. Loma jî Xudan biryar dabû ku wan bikuje.
Samûêlê biçûk her ku diçû mezin dibû û li Xudan û li mirovan xweş dihat.
Wî çaxî zilamê Xwedê hat ba Elî û jê re wiha got: “Xudan wiha dibêje: ‘Gava mala bavkalê te li Misrê, ji Mala Firewn re koletiyê dikir, bi awayekî eşkere min xwe nîşanî wan neda?
Ji nava tevahiya eşîrên Îsraêl, min bavkalê te ji xwe re kahin hilbijart ku li ser gorîgeha min qurbanan pêşkêş bike, bixûr pêxe û bi êfodê daxwaza min hîn bibe. Bi ser de jî hemû pêşkêşiyên şewitandinê ên Îsraêliyan anîn, min wan da mala bavkalê te.
Madem wisa ye, çima hûn goşt û nanên ku min ji bo Mala xwe emir kirine kêm dibînin? Tu ji bo çi ji min bêtir rûmetê didin zarokên xwe? Ji bo çi hûn parên herî baş ê gelê min Îsraêl, ji xwe re hildidin û xwe pê qelew dikin?’
“Loma gotina Xwedayê Îsraêl Xudan ev e: ‘Bi rastî jî min gotibû ku mala te û mala bav û kalên te heta hetayê wê bi min re bimeşin.’ Lê niha gotina Xudan ev e: ‘Bila ev ji min dûr be! Kesê ku min rûmetdar bike, ezê jî rûmetdar bikim. Lê kesê ku min nehesibîne, wê biçûk bê xistin.
Va ye rojên ku ezê hêza te û hêza mala bavê te bişikênim nêzîk dibin. Di mala te de tu kes pîr nebe.
Gava ez gelê Îsraêl derxim firehiyê, tê li mala min de tengezar bibî. Wê êdî di mala te de tu kes pîr nebe.
Ezê ji gorîgeha xwe tevahiya ziriyeta te tune bikim, bi tenê ezê kesekî biparêzim. Çavên wî ji giriyanê wê kor bibin, wê dilê wî bişewite. Lê kesên ji nifşê wî ne, wê hemû bi şûran bên kuştin.
Bûyera ku bê serê herdu kurên te Hofnî û Pînehas, wê ji bo te jî bibe nîşanek. Wê herdu jî di heman rojê de bimirin.
Ezê kahinekî wisa ewle ji xwe re hilbijêrim ku daxwaz û xwestekên dilê min pêk bîne. Ezê mala wî re berdewam bikim, ewê jî, ji kifşkiriyê min re, herdem xizmetê bike.
Hemû kesên ji malbata te sax mane, wê ji bo qetek zîv û pariyek nan werin û bejna xwe li ber wî bitewînin. Wê lava bikin û bêjin: Ji kerema xwe ji dêla ziktêrkirinê karekî kahintiyê bispêrin min!’”
Samûêlê biçûk, di bin rêveberiya Elî de, xizmet ji Xudan re dikir. Di wan rojan de, gotina Xudan kêm dihat. Dîtinî jî kêm bûbûn.
Şevekê Elî di nav nivînên xwe de radiza. Bînahiya çavan ewqas kêm bûbû ku bi zorê didît.
Qendîla Xwedê hê netefiyabû. Samûêl li Perestgeha Xudan ku Sindoqa Xwedê bû, radiza.
Xudan gazî Samûêl kir. Samûêl got: “Keremke.”
Paşê çû ba Elî û jê re got: “Te gazî min kir, keremke.” Lê Elî got: “Min gazî te nekir, here razê.” Samûêl jî çû raza.
Xudan dîsa got: “Samûêl!” Samûêl rabû, çû ba Elî û jê re got: “Keremke, te gazî min kir.” Elî got: “Min gazî te nekir lawo, here razê.”
Samûêl hê jî Xudan nas nedikir. Hê gotina Xudan jê re nehatibû eşkerekirin.
Xudan cara sisêyan gazî Samûêl kir. Samûêl rabû û ji Elî re got: “Keremke, te gazî min kir.” Wê gavê Elî fêm kir ku Xudan gazî Samûêlê biçûk kiriye.
Li ser vê yekê ji Samûêl re got: “Here razê. Gava careke din gazî li te bike, bêje: ‘Keremke ya Xudan, guhê xulamê te li te ye.’” Samûêl çû li cihê xwe raza.
Xudan hat li wir sekinî û her wekî berê got: “Samûêl, Samûêl!” Samûêl got: “Kerem bike, guhê xulamê te li te ye.”
Xudan ji Samûêl re wiha got: “Hindik maye ezê tiştekî li welatê Îsraêl bikim ku her kesê bibihîze, wê zendegirtî bimîne.
Wê rojê her tiştê ku min derbarê malbata Elî de got, ezê ji serî heta binî pêk bînim.
Min ji Elî re got ku ji ber sûcê ku haya wî jê heye, ezê malbata wî heta hetayê bidarizînim. Çimkî zarokên wî li dijî Xwedê bêrûmetî kirin. Elî rê li ber wan negirt.
Ji ber vê yekê min sond xwar û got: ‘Wê gunehê Mala Elî bi tu awayî ne bi qurban, ne jî bi pêşkêşiyê were bexişandin.’”
Samûêl heta serê sibê raza, paşê wî deriyên Mala Xudan vekirin. Nedixwest ji Elî re bêje ku çi dîtiye.
Lê Elî wiha gazî wî kir û got: “Lawo Samûêlo!” Samûêl got: “Keremke!”
Elî pirsî û got: “Xudan ji te re çi got? Ji min veneşêre. Heke tu ji tiştên hatine gotin, tiştekî jî, ji min veşêrî, bila Xwedê jê xerabtir bîne serê te!”
Samûêl tiştekî jê veneşart û jê re got. Elî jî got: “Ew Xudan e, bila ya xwe bike.”
Samûêl mezin dibû û Xudan jî pê re bû. Hemû sozên Xudan pêk hatin. Gotinên wî vala derneketin.
Ji Danê heta Beêr-Şevayê, tevahiya gelê Îsraêl fêm kir ku Samûêl wekî pêxemberekî Xudan hatiye şandin.
Xudan wan rojan li Şîloyê bi berdewamî xuya dibû. Ew li wir bi peyva xwe li Samûêl xuya dibû.
Gotinên Samûêl li tevahiya gelê Îsraêl belav bû. Gelê Îsraêl rabû çû ku şerê Filîstiyan bikin. Wan li bajarê Even-Êzerê artêşgeh danî. Filîstiyan jî artêşgeha xwe li bajarê Afêqê danî.
Filîstî li dijî gelê Îsraêl ketin kozik û çeperan. Şer li her derê belav bû. Filîstiyan zora Îsraêliyan bir. Li qada şer nêzîkî çar hezar Îsraêlî hatin kuştin.
Gava leşker vegeriyan artêşgehê, rîspiyên gelê Îsraêl got: “Ji bo çi îro Xudan kir ku Filîstî zora me Îsraêliyan bibin? Werin em Sindoqa Peymana Xudan ji Şîloyê bînin vir. Heke ew li nav me be, wê Xudan me ji destê dijminên me rizgar bike.”
Gel mirov şandin Şîloyê. Sindoqa Peymana Xudanê Karîndar ku di nav xerûban de textê xwe danîbû, anîn wir. Herdu kurên Elî, Hofnî û Pînehas jî li ba Sindoqa Peymana Xwedê bûn.
Gava Sindoqa Peymana Xudan gihîşt nava artêşgehê, tevahiya gelê Îsraêl bi dengekî wisa bilind qîriyan ku erd û ezman lerizî.
Gava qîrîna wan bihîst, Filîstiyan got: “Wateya qîrîna bi dengê bilind a Îbraniyan li artêşgehê çi ye?” Gava hîn bûn Sindoqa Xudan aniye artêşgehê,
Filîstiyan bi tirs got: “Îlah hatine artêşgehê. Wey li me! Berê tiştekî wisa qet nebûbû.
Wey li me! Wê kî me ji destê van îlahên xurt rizgar bike? Îlahên ku Misrî li beriyê bi her belayê ceza kirin, ev îlah in.
Bi hêz bin Filîstîno, mêrxas bin! An na, Îbraniyan çawa serî li ber we tewand, hûnê jî wisa serî li ber wan bitewînin. Ji ber vê yekê bi mêrxasî şer bikin!”
Bi vî awayî Filîstiyan şer kir û zora gelê Îsraêl bir. Gel reviya konên xwe. Têkçûn wisa dijwar bû ku sî hezar leşkerên Îsraêliyan mirin.
Sindoqa Xwedê ket destê Filîstiyan û herdu kurên Elî, Hofnî û Pînehas mirin.
Kesekî ji eşîra Binyamînê ji qada şer reviya û hema wê rojê gihîşte Şîloyê. Wî kincên xwe çirandibûn û xwelî li serê xwe kiribû.
Zilam dema gihîşt Şîloyê, Eliyê ku ji bo Sindoqa Xwedê dilê wî dilerizî, li kêleka rê li ser kursiyekî rûniştî, bi fikar sekinîbû. Gava zilêm ket nav bajêr û her tişt got, tevahiya kesên bajêr qîriyan.
Dema Elî ev qîrîn bihîst, got: “Ev çi qîrîn e?” Zilam bi lez çû ba Elî ku jê re bêje.
Wê gavê Elî nod û heşt salî bû. Çavên wî qels bûbûn, baş nedidît.
Zilam ji Elî re got: “Ez ji qada şer têm, îro ji şer reviyam.” Elî pirsî “Çi qewimî lawo?”
Zilêm got: “Îsraêlî ji ber Filîstiyan reviyan. Leşker bi giranî şikestin. Herdu kurên te, Hofnî û Pînehas mirin. Sindoqa Xwedê jî hat bidestxistin.”
Gava zilêm behsa Sindoqa Xwedê kir, Elî ji ser kursiyê xwe yê li ber dergehê bajêr bi paşkî ket. Ji ber ku kal û giran bû, stûyê wî şikest û mir. Wî çil salan li welatê Îsraêl serwerî kiribû.
Bûka Elî, jina Pînehas, giran bû û li ber zarokanînê bû. Gava bihîst Sindoqa Xwedê hatiye desteserkirin û xezûr û mêrê wê mirine, êşa wê zêde bû, li erdê çok danî û zaro anî.
Gava li ber mirinê bû, jinên ku alîkariya wê dikirin, got: “Netirse, kurek ji te re bû” lê wê guh neda, bersiv jî neda.
Wê got: “Rûmet ji welatê Îsraêl rabû” û navê Îxavod li zarokê xwe danî. Sindoqa Xwedê hatibû desteserkirin, xezûr û mêrê wê jî miribûn.
Wê got: “Rûmet ji welatê Îsraêl rabû. Çimkî Sindoqa Xwedê hat desteserkirin.”
Filîstiyan, piştî ku Sindoqa Xwedê desteser kirin, wê ji Even-Êzerê birin Aşdodê.
Sindoqa Xwedê birin ber perestgeha Dagonê îlah, li kêleka peyker bi cih kirin.
Dotira rojê Aşdodî zû rabûn û wan dîtin ku Dagon serdevkî li ber Sindoqa Xudan ketiye erdê. Wan Dagon hilda, danî cihê wî.
Lê roja din, gava ew serê sibê zû rabûn, wan dîsa dît ku Dagon li ber Sindoqa Xudan serdevkî li erdê ye. Vê carê serê wî û herdu milên wî şikestibûn, li ber şêmîkê bû û bi tenê gewdeya wî mabû.
Kahinên Dagon û kesên din ku dihatin perestgeha wî, ji wê rojê heta niha pê li şêmîka Dagon a li Aşdodê nakin.
Xudan nexweşiyeke giran anî serê Aşdodiyan û gelên derdorê. Kunêr di laşê wan de derxistin û ew tengezar kirin.
Aşdodiyan li ser vê yekê wiha got: “Sindoqa Xwedayê Îsraêl divê li ba me nemîne, ji ber ku wê em jî, îlahê me Dagon jî bi awayekî giran ceza kir.”
Li ser vê yekê wan çend qasid şandin. Wan gazî tevahiya begên Filîstiyan kir û got: “Em çi ji Sindoqa Xwedayê Îsraêl bikin?” Began got: “Sindoqa Xwedayê Îsraêl bibin Gatê.” Bi vî awayî Sindoqa Xwedayê Îsraêl birin Gatê.
Piştî ku Sindoq birin Gatê, Xudan ew bajar jî ceza kir. Tirseke mezin ket nav bajêr. Xudan ji biçûkan bigire heta mezinan xelkê bajêr bi kunêran ceza kir.
Sindoqa Xwedê birin Eqronê. Lê gava hat Eqronê, gel kir hewar û got: “Ji bo ku me û gelê me tune bikin Sindoqa Xwedayê Îsraêl ji me re anîn!”
Tevahiya begên Filîstiyan berhev kirin û gotin: “Sindoqa Xwedayê Îsraêl ji vir dûr bixin û bişînin cihê wê. Ji bo ku me û gelê me helak neke.” Çimkî tirsa mirinê ketibû her derê bajêr. Cezayê Xwedê pir giran bû.
Kunêr di laşê saxan de derketin. Qîrîna bajariyan gihîşte ezmanan.
Sindoqa Xudan heft mehan li welatê Filîstiyan ma.
Filîstiyan gazî kahin û falbazan kir û got: “Em çi ji Sindoqa Xudan bikin? Ka ji me re bêjin, em çawa vegerînin?”
Wan got: “Sindoqa Xwedayê Îsraêl vala neşînin. Divê hûn pêşkêşiyeke berdêlê bidin. Wî çaxî hûnê baş bibin û bizanibin Xwedê çima we ceza dike.”
Filîstiyan wiha pirsîn: “Em wekî pêşkêşiyeke berdêlê çi jê re bişînin?” Kahin û falbazan got: “Pêşkêşiya we ya berdêlê, li gorî hejmara begên Filîstiyan, bila pênc kunêrên zêrîn û pênc mişkên zêrîn be. Çimkî ev bela li ser we û li ser mîrên we ye.
Loma jî çawa ku kunêr û mişkan vî welatî xera dikin, hûn jî wisa bikin. Bi vê yekê, Xwedayê Îsraêl rûmetdar bikin. Dibe ku Xwedayê wan cezayê li ser we, welatê we û îlahên we kêmtir bike.
Ev çi dilreqî û serhişkiya we ye ku hûn wekî Misriyan û Firewn dikin? Ma hûn nizanin piştî ku Xwedê gelek bela anîn serê Misriyan ew serbest berdan û kir ku Îsraêlî ji Misrê derkevin?
“Niha erebeyeke nû û du heb çêlekên dotinê ku neketine bin nîr hazir bikin. Erebeyê bi çêlekan ve girê bidin. Lê golikên wan ji wan dûr bikin û bibin tewlê.
Sindoqa Xudan deynin nav erebeyê û taximên zêrîn ku hûnê jê re bikin pêşkêşiya berdêlê bixin nava qutiyekê û deynin kêleka wê. Paşê bila erebe here.
Lê bila çavê we li ser be. Heke ew bi riya Bêtşemeşê re derbasî welatê xwe bibe, naxwe Xwedê ev belaya mezin bi ser me de şandiye. Heke na emê bizanibin ku ev bela ne ji wî ye lê bi xwe çêbûye.”
Wan mirovan wisa kirin. Du heb çêlekên dotinê anîn û bi erebeyê ve girê dan. Golikên wan jî xistin tewlê.
Qutiya ku di nav de mişkên zêr û kunêrên zêr hene, bi Sindoqa Xudan re xistin erebeyê.
Çêlek rasterast di riya Bêtşemeşê re çûn. Bêyî ku bi milê çep û rastê ve averê bibin kirin orînî û çûn. Begên Filîstî heta sînorê Bêtşemeşê li pey wan çûn.
Bêtşemeşiyan li deştê genim didirût. Gava serê xwe rakirin, wan sindoq dît û ew pê şa bûn.
Erebe li zeviya Yêşûyê Bêtşemeşî, li kêleka kevirekî mezin sekinî. Bêtşemeşî rabûn darên erebeyê şikandin, çêlek jî wekî qurbana şewitandinê pêşkêşî Xudan kirin.
Lêwiyiyan Sindoqa Xudan û qutiya li kêleka wê hildan ku tê de taximên zêrîn hebûn. Ew danîn ser wî kevirî. Wê rojê Bêtşemeşiyan ji bo Xudan qurbanên şewitandinê û qurbanên din pêşkêş kirin.
Pênc begên Filîstî piştî ew tişt dîtin hema wê rojê vegeriyan Eqronê.
Filîstî, ji bo bajarên Aşdod, Xeza, Aşqelon, Gat û Eqronê, ji bo Xudan wekî pêşkêşiyeke berdêlê, kunêrên zêrîn şandin.
Tevî gund û derdorê, pênc bajarên bisûr ên pênc begên Filîstiyan hebûn. Hejmara mişkên zêrîn jî ewqas bûn. Ew kevirê li zeviya Yêşûyê Bêtşemeşî ku Sindoqa Xudan wê rojê danîbûn ser, wekî şahid îro jî heye.
Ji bo ku li nava Sindoqa Xudan nihêrîbûn, Xudan hin Bêtşemeşiyan ceza kirin û heftê mirovî tune kir. Ji ber cezaya dijwar a Xudan, gel şîn girê da.
Bêtşemeşiyan digot: “Kî dikare li ber Xudan bisekine ku Xwedayê Pîroz e? Gelo piştî me dora kê ye?”
Paşê ji şêniyên Qîryat-Yearîmê re qasid şandin. Wan got: “Filîstiyan Sindoqa Xudan vegerandin. Werin bibin.”
Gelê Qîryat-Yearîmê hat Sindoqa Xudan hilda û ew bir mala Avînadav ku li ser girekî bû. Ji bo ku xweyîtî li Sindoqa Xudan bike Êlezarê kurê Avînadav kifş kirin.
Sindoq demeke dirêj, bi qasî bîst salan li Qîryat-Yearîmê ma. Di wê navberê de tevahiya Mala Îsraêl bêriya Xudan kir.
Samûêl ji Mala Îsraêl re wiha got: “Heke hûn bi hemû dilê xwe û bi hemû canê xwe vegerin Xudan, îlahên xerîb û pûtên Eştoretê ji nav xwe rakin. Xwe bispêrin Xudan û bi tenê xulamiya wî bikin. Wê Xudan jî we ji destê Filîstiyan rizgar bike.”
Gelê Îsraêl pûtên Baal û Eştoretê avêtin û bi tenê dest bi xulamiya Xudan kirin.
Samûêl got: “Tevahiya gelê Îsraêl li Mîspayê kom bikin, ezê jî, ji bo we lavayî Xudan bikim.”
Gelê Îsraêl ku li Mîspayê kom bû, ji bîrê av derxist û li pêşiya Xudan rijand. Wê rojê rojî girtin û gotin: “Me li ber Xudan guneh kir.” Samûêl li Mîspayê serweriya gelê Îsraêl kir.
Gava Filîstiyan bihîst ku gelê Îsraêl li Mîspayê kom bûye, Begên wan li dijî gelê Îsraêl rabûn. Li ser vê yekê Îsraêlî tirsiyan.
Ji Samûêl re got: “Dev ji hewarkirinê bernede ku Xwedayê me Xudan, me ji destê Filîstiyan rizgar bike.”
Samûêl berxekî ji ber şîr hilda û bi tevahî wekî qurbana şewitandinê pêşkêşî Xudan kir. Wî ji bo gelê Îsraêl kir hewar û Xudan bersiv da.
Gava Samûêl ev yek dikir, Filîstî ji bo êrîşê nêzîk bûbûn. Lê Xudan wê rojê bi dengê bilind kir qîrîn û Filîstî pir tirsiyan. Ew li dijî gelê Îsraêl şikestin.
Îsraêl ji Mîspayê derketin, heta Bêtkarê dane pey Filîstiyan û qira wan anîn.
Samûêl kevirek hilda û di navbera Mîspa û Şênê de daçikand. “Xudan heta vir alîkariya me kiriye” got û navê Even-Êzer li vî kevirî kir.
Filîstiyên ku şikestin, careke din sînorê gelê Îsraêl derbas nekirin. Heta Samûêl sax bû, Xudan rê li ber êrîşên Filîstiyan girt.
Ji Eqron heta Gatê, bajar û derdora wan li gelê Îsraêl vegerandin ku ji destê Filîstiyan standibûn. Aştiya gelê Îsraêl û Amorî saz bû.
Heta Samûêl hebû, serweriya gelê Îsraêl kir.
Her sal li Bêt-Êl, Gîlgal û Mîspayê digeriya. Ji wan bajaran gelê Îsraêl birêve dibir.
Piştre vedigeriya mala xwe ya li Ramayê. Samûêl gelê Îsraêl ji wir birêve dibir. Wî li wir ji Xudan re gorîgehek çêkir.
Samûêl dema kal bû, kurên xwe kirin serwerên gelê Îsraêl.
Kurê wî yê mezin Yoêl, kurê diduyan jî Aviya bû. Herdu jî li Beêr-Şevayê serwerî dikir.
Lê kurên wî di riya wî de nediçûn. Li pey kara xwe digeriyan, bertîl distandin û heq didan xwarin.
Li ser vê yekê hemû rîspiyên gelê Îsraêl civiyan û li Ramayê çûn ba Samûêl.
Jê re got: “Va ye tu êdî kal bûyî. Kurên te di riya te de nameşin. Were, tu jî wekî hemû miletan padîşahekî kifş bike ku bibe serwerê me.”
Lê ev yek ne bi dilê Samûêl bû. Ji ber ku wan gotibû: “Padîşahekî kifş bike ku bibe serwerê me.” Samûêl ji Xudan re dua kir.
Xudan ji Samûêl re got: “Guhdariya dengê gelê xwe bike û li gorî tevahiya gotina wan here. Çimkî ne tu, lê ez ji aliyê wan ve hatime redkirin.
Ji roja ku min ew ji Misrê deranîn heta niha, çi anîbin serê min ew anîne serê te jî. Wan dev ji min berda û xulamiya îlahan kir.
Guh bide dengê wan, lê wan bi awayekî eşkere hişyar bike. Behsa rêbaza serweriya wî padîşahî ji wan re bike ku wê bibe padîşahê wan.”
Samûêl hemû gotinên Xudan ji gel re got ku jê padîşahek dixwest.
Wî got: “Kesê ku ji we re padîşahiyê bike wê serweriya wî wiha be: Wê kurên we deyne ser erebeyên şer û wan bike siwariyên xwe. Wê erebeya wî ya şer biparêzin.
Hinek ji wan wê bibin serhezar û serpêncî. Wê hinek çandiniya wî bikin, hinek zeviyên wî rakin, hinek jî wê jê re çek û erebeyan çêkin.
Wê keçikên we hilde ji bo ku rûnên bêhnxweş tev bidin, xwarinê çêkin û nanpêjiyê bikin.
Wê zeviyên we yên baş, rezên we û bexçeyê zeytûnên we ji we bistîne û bide xizmetkarên xwe.
Wê ji deha yekê dexil û tiriyê we bistîne, li xulam û karmendên xwe belav bike.
Wê xulam û xadimên we, conegayên we yên herî qenc, kerên we hilde û ji bo xwe bide xebitandin.
Wê ji deha yekê pezê we hilde. Hûnê jî bibin koleyên wî.
Wê rojê ji ber padîşahê ku we hilbijartiye hûnê bikin hewar û zarîn. Lê wê Xudan guh nede we.”
Lê gel guhdariya dengê Samûêl nekir û got: “Na! Bila padîşahek li ser me hebe.
Bi vî awayî emê jî bibin wekî miletên din. Padîşahê me wê serweriya me bike, wê li pêş me here şerên me birêve bibe.”
Samûêl guhdariya hemû gotinên milet kir û ew ji Xudan re gotin.
Xudan ji Samûêl re got: “Gotina dengê wan bike û padîşahekî li ser wan kifş bike.” Li ser vê yekê Samûêl ji gelê Îsraêl re got: “Bila herkes vegere bajarê xwe.”
Mirovek ji eşîra Binyamîn hebû. Navê wî Qîş bû. Ew kurê Afiyahê Bexoratê Serorê Aviyêl bû. Mirovekî mêrxas û hêja bû.
Kurekî wî yê ciwan hebû û navê wî Şawûl bû. Di nav gelê Îsraêl de jê lihevhatîtir kesek tunebû. Bejna wî seriyek ji bejna her kesî bilindtir bû.
Rojekê kerên Qîşê bavê Şawûl winda bûn. Qîş ji kurê xwe Şawûl re got: “Xizmetkarekî bi xwe re bibe û here li keran bigere.”
Şawûl çû herêma çiyayî ya Efrayîmê, li Şalîşayê geriya. Lê ker nedîtin. Bi hev re derbasî herêma Şaelîmê bûn. Ker li wir jî tunebûn. Li herêma Binyamînê jî ker nedîtin.
Gava gihîştin herêma Sûfê, Şawûl ji xizmetkarê xwe re got: “Were em vegerin! Bavê min wê dev keran berde û wê mitala me bike.”
Xizmetkar got: “Va ye li vî bajarî zilamekî Xwedê heye. Ew mirovekî bi nav û deng e û her tiştê ku dibêje yek bi yek dertê. Were em herin ba wî. Belkî ew riya ku emê herinê, nîşanî me bide.”
Şawûl got: “Va emê herin, lê emê çi jê re bibêjin? Nanek jî di tûrikê me de nemaye. Diyariyeke ku emê bidin zilamê Xwedê jî bi me re tuneye. Ma çiyê me maye?”
Xizmetkar ji Şawûl re got: “Va ye li ba min çariyek şekel zîv heye. Ezê bidim zilamê Xwedê. Wê rê bide ber me.”
–Berê li welatê Îsraêl kesê ku çû ji Xwedê şîretê bixwaze, digot: “Werin, em herin ba zanyar.” Çimkî ji pêxemberên îro re, wî çaxî digotin: “Zanyar.”–
Şawûl ji xizmetkarê xwe re got: “Rast dibêjî, were em herin.” Bi vî awayî ew çûn bajarê zilamê Xwedê.
Gava ew hevrazê bajêr dibûn, rastî keçikan hatin ku ji bo avê diçûn bîrê. Ji wan pirsîn: “Gelo zanyar li bajêr e?”
Keçikan got: “Erê li wir e, bilezînin. Ew îro hatiye bajêr. Wê îro gel li bilindciyan qurban pêşkêş bike.
Çawa hûn bikevine bajêr, beriya ew hilkişe bilindciyê, hûnê wî bibînin. Heta ew neyê û qurbanê pîroz neke, gel dest bi xwarinê nake. Kesên gazîkirî piştî hatina wî nan dixwin. Niha herin, hûnê wî bibînin.”
Ew ketine nav bajêr. Bi ketina bajêr re, Samûêl li wan peyda bû ku hevrazê bilindciyê dibû.
Çend roj beriya hatina Şawûl, Xudan ji Samûêl re wiha gotibû:
“Sibê van çaxan, ezê yekî ji herêma Binyamînê bişînim ba te. Tê wî wekî serwerê gelê min Îsraêl bi rûnkirinê kifş bikî. Wê ew gelê min ji destê Filîstiyan rizgar bike. Min rewşa gelê xwe dît, çimkî hewar û zarîna wan gihîşte min.”
Gava Samûêl Şawûl dît Xudan jê re got: “Va ye ew mirovê ku min ji te re behsa wî kiribû. Evê serweriya gelê min bike.”
Samûêl li ber dergehê bajêr sekinîbû. Şawûl hat ba wî û got: “Ji kerema xwe ji min re bêje, mala zanyar li ku ye?”
Samûêl got: “Zanyar ez im. Bide pêşiya min û hevrazê cihê perizînê bibe. Îro hûnê bi min re xwarinê bixwin. Serê sibê ezê hemû tiştên di hişê te de bibêjim û te bişînim.
Mitala kerên xwe nekin ku ev sê roj in winda ne. Ew hatine dîtin. Ma hêviya gelê Îsraêl ji bo kê ye? Ma ne ji bo te û malbata bavê te ye?”
Şawûl wiha got: “Ma ez ne ji eşîra Binyamîn im ezbenî ku eşîra herî biçûk a gelê Îsraêl e? Malbata min jî, malbata herî biçûk a tevahiya malbatên Binyamîn e. Çima van tiştan ji min re dibêjî?”
Samûêl, Şawûl û xizmetkarê wî bir odeya xwarinê. Di nava mêvanan de li serê dîwanê da rûniştin. Ew li dora sî kesî bûn.
Piştre ji aşpêj re got: “Para ku min dabû te bîne vir ku min gotibû hilde.”
Aşpêj hêta goşt anî, danî ber Samûêl û got: “Keremke para ku ji bo te hatiye veqetandin bixwe! Çimkî min ev ji bo roja diyarkirî hildabû ku tu bi mêvanan re bixwî.” Wê rojê Şawûl bi Samûêl re xwarin xwar.
Piştî ku ji cihê perizînê hatin bajêr, Samûêl li ser banê mala xwe bi Şawûl re axivî.
Ber destê sibê rabûn. Samûêl, ji ser bên gazî Şawûl kir û got: “Rabe ezê te bişînim.” Şawûl bi Samûêl re derket derve.
Gava nêzîkî sînorê bajêr bûn, Samûêl ji Şawûl re got: “Ji xizmetkar re bêje, bila li pêşiya me bimeşe.” Gava xizmetkar derbasî pêşî bû, Samûêl ji Şawûl re got: “Tu bisekine. Ezê gotina Xwedê ji te re bêjim.”
Samûêl qafikê rûn hilda û bi serê Şawûl ve rijand, ew ramûsa û got: “Xudan te ji gelê xwe re wekî serwer kifş kir.
Piştî ku îro tu ji ba min herî, li ser sînorê Binyamînê, li kêleka gora Rahêla li Selsahê, tê rastî du mirovan werî. Wê ji te re bibêjin: ‘Kerên ku tu lê digeriyayî hatin dîtin. Bavê te mitala keran nake, lê ew mitala we dike û dibêje: Ka kurê min li ku ye?’
Ji wir tê pêşde herî û darmaziya li Tavorê bibînî. Tê li wir rastî sê kesan werî ku hevrazê Bêt-Êlê dibin ji bo ku herin hizûra Xwedê. Di destê yekî de sê karik, di destê yê din de sê nan û di destê yê sisêyan de jî sê meşk şerab hene.
Wê silavê li te bikin û du nan bidin te. Tê jî qebûl bikî.
Piştre tê herî Gîvat-Êlohîmê ku cihê artêşgeha Filîstiyan li wir e. Gava tu ketî bajêr, tê rastî komekî pêxemberan werî. Li pêşiya wan hinek kes hene ku pêxemberiyê dikin û li def û tembûrê, li bilûr û li çengê dixin û ji cihê perizînê têne xwarê.
Wê Ruhê Xudan bi hêzeke mezin were ser te. Tê jî bi wan re pêxemberiyê bikî û tê bêyî guhertin.
Kengê ev nîşan li te xuya bûn, çi lazim be bike. Çimkî Xwedê bi te re ye.
Niha beriya min here Gîlgalê. Ji bo serjêkirina qurbanên aştiyê û şewitandinê ezê jî bêm ba te. Lê tê heft rojan li benda min bisekinî. Kengê ez hatim ba te, çi lazim be ezê ji te re bibêjim.”
Gava Şawûl pişta xwe da Samûêl û çû, Xwedê dilekî nû da wî. Wê rojê hemû nîşan pêk hatin.
Gava gihîşt Gîvayê, komeke pêxemberan pêşwaziya Şawûl kir. Ruhê Xwedê bi hêzeke mezin hat ser wî û wî bi wan re pêxemberî kir.
Gava kesên ew nas dikirin dît ku ew jî bi pêxemberan re pêxemberiyê dike, ji hev pirsîn: “Çi bi kurê Qîş hatiye? Ma Şawûl jî bû pêxember?”
Kesên li wir gotin: “Lê bavê wan kî ne?” Va ye, meseloka “Ma Şawûl jî bû pêxember?” ji vir tê.
Piştî ku Şawûl pêxemberî kir, hevrazê cihê perizînê bû.
Apê wî, ji Şawûl û xizmetkarê wî pirsî: “Hûn li ku man?” Şawûl bersiv da û got: “Em li keran digeriyan, lê piştî ku me ew nedîtin, em çûn ba Samûêl.”
Apê wî got: “De ka bêje, Samûêl ji te re çi got.”
Şawûl ji apê xwe re got: “Wî got ku kerên me hatine dîtin.” Lê Şawûl gotinên Samûêl ên li ser padîşahiyê ji apê xwe re negotin.
Samûêl gelê Îsraêl li Mîspayê li hizûra Xudan civand
û got: “Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Min gelê Îsraêl ji Misrê deranî. Min hûn ji destê Misriyan û hemû padîşahiyên zordar rizgar kirin.’
Lê we pişta xwe daye wî Xwedayê xwe ku hûn ji hemû zilm û zoriyan rizgar kirine. Lê we got: ‘Na! Ji me re padîşahekî kifş bike.’ Niha li ber Xudan, eşîr bi eşîr û binemal bi binemal bisekinin.”
Samûêl hemû eşîrên Îsraêl, yek bi yek derxist pêş. Ji wan eşîra Binyamîn, bi pişkê hat hilbijartin.
Piştre binemal binemal, eşîra Binyamîn gazî pêşiyê kir. Binemala Matrî hat hilbijartin. Herî dawî jî, ji binemala Matrî, Şawûlê kurê Qîş hat hilbijartin. Li wî geriyan, lê ew nedîtin.
Wan careke din ji Xudan pirsîn: “Ew hê jî nehatiye vir?” Xudan got: “Ew li vir e, lê di nav hûr-mûran de xwe veşartiye.”
Li ser vê yekê çûn Şawûl ji wir anîn. Şawûl hat nava gel. Bejna wî seriyek ji hemûyan bilindtir bû.
Samûêl ji gel re got: “Hûn dibînin Xudan kî hilbijart? Di tevahiya gel de kesekî wekî wî tuneye.” Li ser vê yekê gel bi dengekî bilind got: “Her bijî padîşah!”
Samûêl rê û rêbazên padîşahiyê ji gel re got. Wî wekî tomarê nivîsî û danî ber Xudan. Paşê her kesî şand malê.
Şawûl jî çû mala xwe ya li Gîvayê. Mêrxasên ku Xwedê xistibû dilê wan jê re hevaltî kirin.
Lê hinek kesên xerab gotin: “Ew çawa dikare me rizgar bike?” Wan Şawûl kêm dît û diyarî nedane wî. Lê Şawûl guh neda vê yekê.
Nahaşê Padîşahê Emmonê, çû ser Yavêş-Gîladê û ew dorpêç kir. Tevahiya Yavêşiyan ji Nahaş re got: “Bi me re peymanekê çêke, emê xulamiyê ji te re bikin.”
Nahaşê Emmonî got: “Ezê bi şertekî bi we re peymana çêkim. Ji bo ku tevahiya gelê Îsraêl nizim bikim, ezê çavê we yê rastê derxim.”
Rîspiyên bajêr jê re got: “Ji bo ku em qasidan bişînin seranserê welatê Îsraêl, heft rojan wext bide me. Heke kesekî me rizgar bike dernekeve, îcar emê teslîmî te bibin.”
Dema qasid hatin Gîvaya ku Şawûl lê dijî û tiştên qewimî ji gel re gotin, herkes bi dengekî bilind giriya.
Di wê kêliyê de Şawûl li pey gayên xwe ji zeviyê vedigeriya. Wî got: “Çi qewimiye? Çima hûn wisa digirîn?” Tiştên ku Yavêşiyan gotibûn, jê re jî gotin.
Şawûl gava ev gotin bihîstin, Ruhê Xwedê bi hêzeke mezin hat ser wî. Hêrsa Şawûl rabû.
Cotek ga hildan û ew perçe kirin. Bi destê qasidan, ew perçe şandin seranserê welatê Îsraêl û wiha got: “Her kesê ku nede pey Şawûl û Samûêl, wê wiha were ser gayên wî jî.” Tirsa Xudan kete ser gel. Gotina xwe kirin yek û bi hev re çûn.
Şawûl ew li Bezeqê da hev û tevdîra şer kir. Hejmara gelê Îsraêl sê sed hezar û hejmara gelê Cihûda sî hezar kes bûn.
Ji qasidên Yavêşî re wiha gotin: “Ji xelkê Yavêş-Gîladê re bêjin: ‘Heta sibê nîvro hûnê rizgar bibin.’” Gava qasid çûn û ev xeber gihandin wan, Yavêşî gelekî kêfxweş bûn.
Ji Emmoniyan re got: “Emê sibê teslîmî we bibin. Hûn çi dixwazin bi me bikin.”
Roja din Şawûl zilamên xwe kirin sê beş. Ew di nobeta sibehê de ketin artêşgeha Emmoniyan. Qirkirin heta germa rojê berdewam kir. Kesên sax man belav bûn. Kit ji wan nehiştin.
Gel ji Samûêl re got: “Wan kesan bînin ku em wan bikujin, kesên ku digotin: ‘Şawûl kî ye ku padîşahî ji me re bike?’”
Lê Şawûl wiha got: “Îro wê tu kes neyê kuştin. Ji ber ku Xudan îro rizgarî da gelê Îsraêl.”
Samûêl ji gel re got: “Werin em herin Gîlgalê û Şawûl ji nû ve bikin padîşah.”
Gel jî çû Gîlgalê û Şawûl ji nû ve kir padîşah. Li pêşiya Xudan qurbanên aştiyê serjê kirin. Şawûl û tevahiya gelê Îsraêl gelekî şa bûn.
Ji vir pê ve, Samûêl ji gelê Îsraêl re wiha got: “Min guh da hemû tiştên ku we ji min re gotiye: Min padîşahek ji we re tayîn kir.
Niha padîşahekî we ku rêberî ji we re bike heye. Lê ez pîr bûme, porê min spî bûye. Kurên min jî bi we re ne. Ji ciwaniya xwe heta îro min ji we re rêberî kir.
Va ye ez li ba we me. Min ga û kerê kî jê standiye? Min kî ji we xapandiye? Gelo min zordarî li we kiriye? Heta niha min ji kî bertîl standiye û xwe kor kiriye? Li ber Xudan û li ber yê ku wî kifş kiriyê şahidî ji min re bikin ku ez jî li we vegerînim.”
Gel wiha got: “Te em nexapandine û te zordarî jî li me nekiriye. Te ji tu kesî tiştekî jî nestandiye.”
Samûêl ji wan re got: “Xudan û kifşkiriyê wî îro şahidê we ne ku li ser min we tu leke nedît.” Wan got: “Erê, ew şahid in.”
Samûêl axaftina xwe berdewam û got: “Yê ku Mûsa û Harûn peywirdar kiriye, yê ku bav û kalên we ji welatê Misrê deranîne Xudan e.
Werin ezê niha dîwana we li ber Xudan bikim. Ezê yek bi yek û bi delîl behsa rizgarkirina we û bav û kalên we bikim.
“Piştî ku Aqûb çû Misrê, bavkalên we, hewara xwe gihandin Xudan. Wî jî Mûsa û Harûn şand. Wan bav û kalên we ji Misrê deranîn û li vir bicih kirin.
Lê wan Xwedayê xwe Xudan ji bîr kir. Ji ber vê yekê Xudan, ew dan destê Sîserayê fermandarê artêşa Hasorê, Filîstiyan û Padîşahê Moavê. Wan jî li dijî bav û kalên we şer kir.
Wan ji Xudan re kir hewar û got: ‘Me guneh kir, me dev ji Xudan berda û me ji pûtên Baal û Eştoretê re xulamî kir. Lê niha me ji destê dijminên me rizgar bike, emê xulamiyê ji te re bikin.’
Xudan Yerûbbaal, Bedan, Yîftah şandin, min jî Samûêl şand. Ji bo ku hûn di nav ewlehiyê de bijîn, we ji destê dijminê we xilas kir.
“Lê gava we dît, Padîşahê Emmoniyan, Nahaş bi ser we de tê, we ji min re got: ‘Na, tenê bila padîşah rêberiya me bike.’ Lê Xwedayê we Xudan jixwe padîşahê we bû.
Va ye ew padîşahê ku we hilbijart, padîşahê ku we xwestibû! Xudan ew li ser we kir padîşah.
Heke hûn ji Xudan bitirsin, jê re xulamiyê bikin, guh bidin dengê wî, li dijî emrê wî dernekevin. Hem hûn, hem jî padîşahê ku bibe serwerê we, wê li pey Xwedayê xwe Xudan here. Evê ji bo we baş be.
Lê heke hûn guhdariya dengê Xudan nekin û li dijî fermana devê wî derkevin, wê gavê wê destê Xudan li dijî we û padîşahê we be.
“Niha rabin û dêhna xwe bidine vî tiştê mezin ku wê Xudan li ber çavê we bike.
Ma îro ne dema dirûna genim e? Ezê niha gazî Xudan bikim ku gurîniya ezmên û baranê bişîne. Bi vî awayî bi xwestina padîşahekî, hûnê fêm bikin ku di çavê Xudan de we xerabiyeke çiqas mezin kiriye.”
Samûêl gazî Xudan kir û Xudan wê rojê gurmînî da ezmanan û baran şand. Temamiya gel ji Xudan û Samûêl gelekî tirsiya.
Paşê gel ji Samûêl re got: “Ji bo xulamên xwe gazî Xwedayê xwe Xudan bike ku em nemirin. Çimkî me li ser hemû xerabiyên xwe, bi xwestina padîşahekî gunehekî din jî lê zêde kir.”
Samûêl ji gel re got: “Netirsin, rast e we ev hemû xerabî kir. Lê dîsa jî dev ji riya Xudan bernedin. Bi hemû dilê xwe xulamiyê ji Xudan re bikin.
Nedin pey pûtên bêkêr ku nikarin tu kesî rizgar bikin. Ew pûç û vala ne.
Wê Xudan, ji bo xatirê navê xwe yê mezin, dev ji gelê xwe bernede. Çimkî Xudan kêfxweş e ku we wek gelê xwe hilbijart.
Herçî ez im, bila terikandina duakirina ji Xudan re li min heram be! Ezê bi tenê riya baş û rast nîşanî we bidim.
Tenê ji Xudan bitirsin, bi hemû dilê xwe xulamiyê ji Xudan re bikin. Wî ji bo we çi karên mezin kirine, carekê lê bifikirin.
Lê heke hûn dîsa xerabiyan bikin, hem hûnê tune bibin, hem jî padîşahê we.”
Piştî ku Şawûl du salan li ser gelê Îsraêl padîşahî kir,
wî ji nav gel sê hezar kes hilbijartin. Ji wan, du hezar kes li Mîkmasê û li herêma çiyayî ya Bêt-Êlê pê re bûn. Hezarê din jî li bajarê Gîvayê yê welatê Binyamîn bi Yonatan re bûn. Kesên din jî wî şandin konên xwe.
Yonatan, koma Filîstiyan li Gîvayê têk bir. Filîstiyan ev yek bihîst. Şawûl li tevahiya welêt borî da lêxistin û got: “Bila gel vê xeberê bibihîze.”
Bi vî awayî tevahiya gelê Îsraêl bihîst ku Şawûl hêza Filîstî têk biriye û dilê Filîstiyan ji Îsraêliyan dixele. Li ser vê yekê gel li Gîlgalê li dora Şawûl kom bû.
Filîstî kom bû ku li dijî gelê Îsraêl şer bikin. Sê hezar erebeyên şer, şeş hezar leşkerên siwarî û bi qasî sêlaka ber deryayê, xweyî artêşeke qelebalix bûn. Çûn li rojhilatê Bêtawenê, li Mîkmasê artêşgehek danîn.
Îsraêliyên ku dîtin rewşa wan xerab e û leşkerên wan asê bûne, rabûn di şikeft, devî, zinar, kortik û sarincan de xwe veşartin.
Hinek Îbranî jî, ji nav Çemê Şerîayê, derbasî herêma Gad û Gîladê bûn. Lê Şawûl hê jî li Gîlgalê bû. Tevahiya leşkeran, bi lerz lê temaşe dikirin.
Şawûl, bi wextê ku ji aliyê Samûêl ve hatiye diyarkirin girêdayî ma, heft rojan sekinî. Lê gava Samûêl nehat Gîlgalê, gel xwe ji dora Şawûl da alî.
Şawûl got: “Qurbanên aştiyê û şewitandinê ji min re bînin.” Piştre qurbana şewitandinê da.
Gava Şawûl ev yek qedand, Samûêl hat. Şawûl ji bo silavdayînê çû ba wî.
Samûêl pirsî û got: “Te çi kir?” Şawûl got: “Gel xwe ji min dida alî. Tu jî di roja kifşkirî de nehatî. Bi ser de Filîstî li Mîkmasê kom bûn. Li ser vê yekê min got:
‘Niha Filîstî wê li Gîlgalê bi ser min de bên. Lê belê hê min alîkariya Xudan nexwestibû.’ Ji ber vê yekê min pêwîst dît ku ez bixwe qurbana şewitandinê pêşkêş bikim.”
Samûêl hêrs bû û got: “Te bêaqilî kir. Te guh neda fermana Xwedayê xwe Xudan ku li te kiribû. Heke te wisa nekira, wê Xudan padîşahiya te bêdawî bikira.
Lê êdî wê padîşahiya te berdewam neke. Xudan dixwaze zilamekî li gorî dilê xwe bibîne û wî ji gelê xwe bike serwer. Çimkî te fermana Xudan bicih neanî.”
Paşê Samûêl ji Gîlgalê çû bajarê Gîvaya herêma Binyamîniyan. Şawûl kesên ku li ba wî mane hejmartin: Nêzîkî şeş sed kes bûn.
Şawûl, kurê wî Yonatan û kesên li ba wan li herêma Binyamîniyan li Gîvayê diman. Filîstiyan jî li Mîkmasê artêşgeh danîbû.
Şervanên siwarî ji sê milan ve ji artêşgeha Filîstiyan derketin. Milek ji wan li herêma Şûelê ber bi Ofrayê ve çû.
Milek ber bi Bêthoronê, milê din jî, ji çolê ber bi sînor ve çû ku li pêşberî Geliyê Sevoyîmê bû.
Li seranserê welatê Îsraêl hesinkarek jî tunebû. Ji ber ku Filîstiyan digot: “Nabe ku Îbranî şûr û mertalan çêkin.”
Ji ber vê yekê ji bo ku Îsraêlî, gîsin, tevir, bivir û dasên xwe tûj bikin, ji neçarî diçûn ba Filîstiyan.
Bihayê tûjkirina gîsinek û tevirekê, du par ji sêyê şekelekî bû. Bihayê tûjkirina zextan, tevir, zixtan dixwestin jî, ji sê paran yek yê şekelekê bû.
Ji ber vê yekê, di şer de ji Şawûl û Yonatan pê ve, bi kesî re şûr û rim tunebû.
Di vê navberê de milekî Filîstiyan derbasî Geliyê Mîkmasê bûbû.
Rojekê Yonatanê kurê Şawûl, ji xizmetkarê xwe yê ciwan ku çeka wî hildigirt re got: “Were em derbasî wî alî bibin ku artêşa Filîstiyan li wir e.” Lê wî bavê xwe bi vê yekê agahdar nekir.
Şawûl li bajarê Gîvaya nêzîkî Mîgronê, di bin siya dara hinarê de rûdinişt. Bi qasî şeş sed leşker jî pê re bûn.
Ahiya jî bi wan re bû ku êfod dianî. Ahiya kurê Ahîtûv û Ahîtûv jî birayê Îxavod bû. Ahîtûv û Îxavod kurên Pînehas bûn. Pînehas jî kurê Eliyê kahinê Xudan bû ku li Şîloyê dima. Tu kes bi çûyîna Yonatan nehesiyabû.
Li du keviyên gelî ku Yonatan dixwest di wir re here artêşgeha Filîstiyan, du zinarên tûjik hebûn. Navê yekî Bosês, yê din jî Senne bû.
Zinarek diket bakurê Mîkmasê, yê din jî diket başûrê Gîvayê.
Yonatan ji xortê çekdarê xwe re got: “Were em herin nav artêşgeha van bêsinetan. Dibe ku Xudan ji me re li hev bîne. Çimkî ji bo Xudan ne zor e ku di kêmbûnê yan zêdebûnê de rizgar bike.”
Xortê çekdarê wî got: “Çawa zanî wisa bike, de here! Çawa zanî bike, ez bi te re me.”
Yonatan got: “De ka em herin ba wan û xwe nîşanî wan bidin.
Lê heke bibêjin: ‘Bisekinin heta em tên ba we,’ wê gavê emê di cihê xwe de bimînin heta ew hatin.
Lê heke ew bêjin: ‘Werin ba me,’ wê gavê emê herin. Çimkî evê bibe nîşaneke Xudan ku Filîstiyan teslîmî me dike.”
Bi vî awayî herduyan xwe nîşanî leşkerên Filîstiyan da. Filîstî gotin: “Binêrin Îbranî ji qulên xwe veşartine derdikevin.”
Ji Yonatan û xortê çekdarê wî re got: “De ka werin ba me, emê tiştekî ji we re bêjin.” Yonatan ji çekdarê xwe re got: “Bi min re were, Xudan ew dan destê gelê Îsraêl.”
Yonatan bi dest û piyên xwe hilkişiya jor. Çekdarê wî jî da pey wî. Yonatan zora Filîstiyan dibir. Çekdarê wî li pey wî diçû û Filîstî dikuştin.
Yonatan û çekdarê wî, di êrîşa pêşî de, li ser zeviyeke du cot erd de, li dora bîst leşkerên Filîstî kuştin.
Leşkerên Filîstî hem li artêşgehê hem jî li derveyî artêşgehê ditirsiyan. Ne tenê leşker, êrîşkarên mêrxas jî dilerizîn. Erd jî hejiya. Ev tirs ji Xwedê bû.
Nobedarên Şawûl dîtin ku li bajarê Gîvaya herêma Binyamîniyan qelebalixeke mezin virde wêde direve.
Şawûl ji kesên ba xwe re got: “Herin binêrin ka kê ji me çûye.” Çûn û dîtin ku Yonatan û çekdarê wî tuneye.
Şawûl ji Ahiya re got: “Sindoqa Xwedê bîne.” Çimkî wê rojê Sindoqa Xwedê li ba Îsraêliyan bû.
Gava Şawûl bi kahin re dipeyivî, xirecira li artêşgeha Filîstiyan her diçû zêde dibû. Şawûl ji kahin re got: “Bihêle.”
Şawûl û tevahiya leşkerên li ba wî kom bûn û çûn qada şer. Li wir xirecireke mezin hebû. Her kesî şûr ji hev re radikir.
Îbraniyên ku berê bi Filîstiyan re bûn û tevî artêşa şer dikirin, niha xwe spartibûn gelê Îsraêl û bûbûn hevalê Şawûl û Yonatan.
Îsraêliyên ku li herêma çiyayî ya Efrayîmê xwe veşartibûn, gava bihîstin Filîstî direvin, wan jî dane pey wan û şerê wan kirin.
Bi vî awayî Xudan wê rojê gelê Îsraêl serfiraz kir. Şer ji Bêtawenê wêdetir jî ajot.
Wê rojê Îsraêlî ji hal ketibûn. Çimkî Şawûl gel dabû sondê û gotibû: “Heta ez heyfa xwe ji dijminên xwe nestînim, nalet li wî ku heta êvarê nan bixwe!” Ji ber vê yekê jî tu kesî tiştek nexwaribû.
Gava leşker gihîştin daristanê, wan dît ku erd tije hingiv e.
Lê wan dest neda wî hingivî, çimkî sond xwaribûn û ji sondê ditirsiyan.
Haya Yonatan tunebû ku bavê wî gel daye sondê. Loma jî şivdarê xwe xist nav kewara hingiv. Çawa ku tehm kir, bi ser xwe ve hat.
Yekî li wir ji Yonatan re got: “Bavê te sond bi leşker da xwarin û got: ‘Nalet li wî ku heta êvarê nan bixwe!’ Loma jî leşker ji hal ketine.”
Yonatan got: “Bavê min tengasî da gel. Binêrin çawa ku min hinekî hingiv xwar, çawa bi ser xwe ve hatim.
Heke gel îro talanê dijminê xwe bixwara, wê zehf baştir bûya! Wî çaxî wê tekçûna Filîstiyan hêsantir nebûya?”
Wê rojê gelê Îsraêl ji Mîkmasê heta Ayalonê Filîstî têk birin. Lê leşker ji hal ketibûn.
Loma jî leşker êrîşî malê talên kir. Pez, dewar û golik hildan, hema di cih de serjê kirin û bi xwînê ve xwarin.
Wan xeber da Şawûl û got: “Va ye, leşker li ber Xudan guneh dike û goşt bi xwînê ve dixwe!” Şawûl got: “We guneh kir! Ka ji min re kevirekî mezin bînin.”
Paşê li gotina xwe zêde kir: “Herin nav gel û ji wan re bêjin: ‘Bila herkes gayê xwe, pezê xwe bîne. Bila li vir, li ba min serjê bikin û bixwin. Li ber Xudan guneh nekin û bi xwînê ve nexwin.’” Wê şevê her kesî gayê xwe anî li wir serjê kir.
Şawûl hema li wir ji Xudan re gorîgehek çêkir. Ev gorîgeha pêşî bû ku wî ji bo Xudan çêkir.
Şawûl got: “Em bi şev bikevin pey Filîstiyan. Heta serê sibê em wan talan bikin û kit ji wan nehêlin.” Wan got: “Çawa dixwazî wisa bike.” Lê kahin got: “Ka em binêrin Xwedê çi dibêje.”
Şawûl ji Xwedê pirsî: “Ez bidim pey Filîstiyan? Tê wan bidî destê gelê Îsraêl?” Lê Xwedê wê rojê bersiva wî neda.
Şawûl got: “Hemû serekên gel werin vir. Bizanibin û bibînin ku ev gunehê kê ye?
Ez bi navê Xudanê Jîndar Rizgarkarê gelê Îsraêl sond dixwim, heke gunehkar kurê min Yonatan be, ewê jî esse bimire.” Lê tu kesî tiştekî negot.
Ji gel re got: “Hûn li aliyekî bin, ez û Yonatanê kurê xwe jî emê li aliyekî bin.” Gel ji Şawûl re got: “Çi baş be wê bike.”
Şawûl ji Xwedayê Îsraêl Xudan re got: “Rastiyê nîşan bide! ” Pişk hat avêtin. Yonatan û Şawûl sûcdar, gel bêsûc derket.
Şawûl got: “Di navbera min û kurê min Yonatan de pişk bavêjin.” Yonatan sûcdar derket.
Şawûl ji Yonatan re got: “Ji min re bêje, te çi kiriye?” Yonatan jê re got: “Min bi şivdera destê xwe hinekî hingiv xwar. Va ye ez ji mirinê re amade me.”
Şawûl got: “Heke ez te nedim kuştin, bila Xwedê jê zêdetir bîne serê min. Tê esse bimirî.”
Gel ji Şawûl re got: “Çawa dibe Yonatan bimire ku ev serketina mezin ji gelê Îsraêl re kir? Ev qet nabe! Bi navê Xudanê Jîndar, divê mûyekî porê wî jî zirarê nebîne. Çimkî wî îro çi kiribe, bi alîkariya Xwedê kiriye.” Bi vî awayî gel, Yonatan ji mirinê rizgar kir.
Şawûl dev ji Filîstiyan berda û Filîstî vegeriyan cihên xwe.
Piştî Şawûl bû padîşahê gelê Îsraêl, wî li dijî hemû dijminên xwe şer kir; li dijî Moavî, Emmonî, Edomî, padîşahên Sovayê û Filîstiyan. Wî berê xwe dida ku bi ser diket.
Wî bi mêrxasî şer kir. Wî li Emalêqiyan xist û gelê Îsraêl ji destê talankarên wan rizgar kir.
Kurên Şawûl, Yonatan, Yîşwî û Malkî-Şûa bûn. Her du keçên wî jî ev bûn: Mêrav keça mezin, Mîkal jî ya biçûk bû.
Jina Şawûl, Ahînoema keça Ahîmaes bû. Fermandarê artêşa wî, Avnêrê kurê Nêr e. Nêr jî mamê Şawûl e.
Qîşê bavê Şawûl û Nêrê bavê Avnêr her du kurên Aviyêl bûn.
Di hemû rojên Şawûl de, bi Filîstiyan re şerekî dijwar hebû. Dema Şawûl mêrxasek, an jî zilamekî wêrek didît, ew hildida ba xwe.
Samûêl ji Şawûl re got: “Xudan ez şandim ku te li ser gelê xwe Îsraêl bi rûnkirinê kifş bikim. Niha guh bide gotinên Xudan.
Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Li bîra min e Emalêq çi anî serê gelê Îsraêl. Gava ew ji Misrê derketin, di rê de li dijî wan rabûn.
Rabe here li Emalêq bixe û her tiştê wan bi tevahî tune bike. Li ber wan nekeve. Ji mêr, jin û zarokan bigire heta zarokên berşîr, ga, pez, deve heta bi kerên wan hemûyan bikuje.’”
Şawûl gazî li gel kir û li Telayîmê tevdîra şer kir. Du sed hezar leşkerên peya û ji Cihûdayê jî deh hezar kes bûn.
Şawûl hat bajarê Emalêqiyan û li gelî kemîn danî.
Şawûl ji Qêniyan re got: “Herin veqetin, ji nav Emalêqiyan derkevin ku ez bi wan re we jî helak nekim. Çimkî dema ew ji Misrê derketin we dilovanî bi hemû Îsraêliyan re kir.” Qênî jî, ji nav Emalêqiyan veqetiyan.
Şawûl ji Hawîlayê heta bigihîje Şûra li pêş Misrê li Emalêqiyan xist.
Wî tevahiya gel da ber şûran. Lê belê Padîşahê Emalêqiyan Agag dil girt.
Şawûl û leşkerên wî, tevî Agag, tevahiya pez-dewarên qelew û dermalekirî, hemû tiştên baş parastin. Wan nexwest bi tevahî tune bikin. Bi tenê tiştên qels û bêqîmet tune kirin.
Gotina Xudan ji Samûêl re hat û got:
“Ez poşman bûm ku min Şawûl kir padîşah. Çimkî êdî ji pey min vegeriya û gotinên min bi cih neanî.” Hêrsa Samûêl rabû û tevahiya şevê hewar û gaziyê xwe bir Xudan.
Samûêl serê sibê zû rabû ku pêşwaziya Şawûl bike, lê ji Samûêl re hat gotin: “Şawûl hat Karmelê, ji bo xwe peykerekê çêkir û berjêrî Gîlgalê bû.”
Gava Samûêl hat, Şawûl jê re got: “Tu ji aliyê Xudan ve pîroz bî. Min gotina Xudan pêk anî.”
Samûêl bi hêrs got: “Lê ev kale-kala pêz û qore-qora dewêr çi ye?”
Şawûl got: “Gel ew ji Emalêqiyan standin ku ji Xwedayê te Xudan re bikin qurban. Wan dil neda pez û dewarên herî baş bikujin. Lê me yên mayîn bi temamî kuştin.”
Samûêl ji Şawûl re got: “Hiş be! Ezê niha tiştên ku Xudan îşev ji min re got, ji te re bêjim.” Wî jî got: “Keremke.”
Samûêl got: “Tevî ku te xwe biçûk jî didît, ma tu nebûyî serekê eşîrên Îsraêl? Xudan tu kirî padîşahê gelê Îsraêl.
Xudan tu şandî û got: Here û Emalêqiyên sûcdar bi tevahî tune bike û kit ji wan nehêle.
Çima te guhdariya dengê Xudan nekir, te çavê xwe berda malê talên û te xerabî di çavê Xudan de kir?”
Şawûl ji Samûêl re got: “Lê min guhdariya dengê Xudan kir! Min da ser riya wî! Min Agagê Padîşahê Emalêqî anî û kit ji Emalêqiyan nehişt.
Gel pez û dewarê herî baş ji talên, ji Xwedayê te Xudan re anîn ku li Gîlgalê bikin qurban.”
Lê Samûêl got: “Ma Xudan ji guhdariya dengê xwe zêdetir, ji pêşkêşî û qurbanên şewitandinê hez dike? Guhdarîkirin ji qurbanan û îtaetkirin ji bezê beranan çêtir e.
Çimkî serhildêrî wek gunehê falbaziyê û serhişkî jî wekî pûtperestî xerab e. Te gotina Xudan red kir. Wî jî tu ji padîşahiyê red kirî.”
Şawûl ji Samûêl re got: “Min guneh kir, çimkî min dev ji ferman Xudan û ji gotinên te berda, ez ji gel tirsiyam û min bi ya wan kir.
Niha lava dikim, gunehê min bibexişîne û bi min re were ku biperizim Xudan.”
Samûêl ji Şawûl re got: “Ez bi te re nayêm. Çimkî te gotina Xudan red kirin. Xudan ji bo ku tu li ser gelê Îsraêl nebî padîşah, tu jî red kirî.”
Dema Samûêl zivirî ku here, Şawûl bi dawa xiftanê wî girt û ew qetiya.
Samûêl jê re got: “Xudan jî îro padîşahî ji te qetand û da cîranekî ji te çêtir.
Xwedayê Îsraêl herheyî ye. Ew hîle nake û poşman nabe. Çimkî ew ne mirov e ku poşman bibe.”
Şawûl ji Samûêl re got: “Min guneh kir. Lê ez lava dikim, li pêş rîspiyan gelê min Îsraêl, min birûmet bike û bi min re vegere ku ez biperizim Xwedayê te Xudan.”
Samûêl rabû da pey Şawûl. Şawûl li wir perizî Xudan.
Samûêl got: “Agagê Padîşahê Emalêqiyan bînin vê derê.” Agag bi kêfxweşî hat û got: “Şikir, ez ji mirinê jî filitîm!”
Lê Samûêl got: “Çawa ku şûrê te dayikan bêzarok hiştibe, wê dayika te jî li nav jinan bêzarok bimîne.” Samûêl li Gîlgalê li ber Xudan, Agag perçe kir.
Samûêl çû Ramayê û Şawûl çû mala xwe ya li Gîvayê.
Samûêl heta roja mirina xwe jî Şawûl nedît. Lê ew herdem li ber Şawûl diket. Xudan poşman bûbû ku Şawûl kiribû padîşahê gelê Îsraêl.
Xudan ji Samûêl re got: “Tê heta kengê şîna Şawûl bikî? Min ew ji padîşahiyê avêt. Qiloçê zeytê dagire û here. Ezê te bişînim ba Yêşayê Bêtlehemî. Min ji nav zarokên wî, ji xwe re padîşahek hilbijart.”
Samûêl got: “Ezê çawa herim? Şawûl bibihîze wê min bikuje.” Xudan got: “Golikekê bi xwe re bibe û bêje: ‘Ez hatim ku vê ji Xudan re bikim qurban.’
Yêşa jî gazî qurbanê bike. Ezê ji te re bêjim tê çi bikî. Zilamê min behsa wî kir, tê ji min re bi rûnkirinê kifş bikî.”
Samûêl bi ya Xudan kir û çû Bêtlehemê. Rîspiyên bajêr bi tirs û xof çûn pêşiya wî û gotin: “Xêr e, tu ji bo aştiyê hatî?”
Wî got: “Belê xêr e, ji bo aştiyê hatim. Hatim ku qurbanê pêşkêşî Xudan bikim. Rabin û bi min re werin.” Samûêl, gazî Yêşa û zarokên wî kir ku werin ser qurbanê.
Gava ew hatin, Samûêl Êliyav dît û got: “Bi rastî jî kifşkiriyê Xudan li pêşberî wî ye.”
Lê Xudan ji Samûêl re got: “Li bejn û bala wî nenêre. Ne ew e! Xudan wekî mirov dibînin nabîne. Mirov li rû dinêre, lê belê Xudan li dil dinêre.”
Paşê Yêşa gazî Avînadav kir. Ew di ber Samûêl re derbas kir. Samûêl got: “Xudan ev jî hilnebijart.”
Yêşa, Şamma anî ba wî. Samûêl dîsa got: “Xudan ev jî hilnebijart.”
Yêşa bi vî awayî heft kurên xwe di ber Samûêl re derbas kirin. Samûêl jê re got: “Xudan yek ji wan jî hilnebijart.”
Samûêl ji Yêşa re got: “Kurên te hemû ev in?” Wî got: “Yekî biçûk jî heye, lê ew li ber pêz e.” Samûêl ji Yêşa re got: “De ka yekî bişîne bila bê. Heta ew neyê, em nayên ser sifrê.”
Yekî şandin pey û ew anîn. Ew yekî bedew, lihevhatî, çavên wî xweşik û rûsorik bû. Xudan ji Samûêl re got: “Rabe, wî rûn bike! Kesê ku min kifş kirî ev e.”
Samûêl qiloçê zeytê hilda, li ber birayên wî ew rûn kir. Ji wê rojê û pê ve, Ruhê Xudan bi hêzeke mezin hat ser Dawid. Samûêl jî çû Ramayê.
Ruhê Xudan ji Şawûl veqetiya. Ruhekî xerab ji aliyê Xudan ve ew aciz dikir.
Xulamên Şawûl jê re got: “Va ye ji aliyê Xwedê ve ruhekî xerab te aciz dike.
Bila xweyê me ji xulamên ba xwe re disekinin bêje, bila zilamekî bibînin ku baş li çengê dixe. Gava ew ruhê xerab ku Xwedê şandiye bê ser te, wê lê bixe û tê jî baş bibî.”
Şawûl ferman da xulaman: “Ji min re zilamekî bibînin ku baş li çengê bixe.”
Xortekî lê vegerand: “Ez kurekî Yêşayê Bêtlehemî nas dikim ku baş li çengê dixe. Bi ser de jî ew mêrxasekî wêrek, biaqil û lihevhatî ye. Xudan jî pê re ye.”
Şawûl qasid şandin ba Yêşa û jê re got: “Gazî kurê xwe Dawidê li ber pêz bike bila bê.”
Yêşa nan, meşkek şerab û karikekî li kerê bar kir, da destê Dawid û ji Şawûl re şand.
Dawid hat ba Şawûl û jê re xizmet kir. Kêfa wî gelekî ji Dawid re hat. Ew bû çekdarê wî.
Şawûl ji Yêşa re got: “Hêvî dikim, bila Dawid li ba min de bimîne. Çimkî dilê min pê xweş e.”
Gava ruhê xerab ji aliyê Xwedê ve bi ser Şawûl ve dihat, Dawid li çengê dixist. Şawûl bi ser xwe ve dihat, dilê wî geş dibû. Wî çaxî ruhê xerab jê dûr diket.
Filîstî ji bo şer leşkerên xwe civandin. Li bajarê Soxoya Cihûdayê kom bûn û artêşgeha xwe danîn. Ew li Efes-Dammîmê civiyan ku dikeve navbera Soxo û Ezêqayê.
Şawûl û gelê Îsraêl kom civiyan. Wan li Newala Elayê artêşgeh danî û ji bo şerê Filîstiyan tevdîra xwe girê da.
Filîstî li aliyekî gir, Îsraêlî jî li aliyê din bûn û di navbera wan de newalek hebû.
Ji artêşgeha Filîstiyan pehlewanekî bi navê Golyatê Gatî derket meydanê. Bejna wî şeş gaz û bostek bû.
Li serê wî kumzirxekî tûncîn hebû û zirxekî bipolik li xwe kiribû. Giraniya zirx, pênc hezar şekel tûnc bû.
Li ser çokên wî zirxên tûncîn, li milê wî jî rimeke tûncîn hebû.
Destiyê rima wî, wek darê tevnê bû. Serê rima wî bi qasî şeş sed şekelî hesin bû. Xulamê wî, mertal di destan de, li pêşiya wî dimeşiya.
Sekinî û qîr da artêşa Îsraêliyan: “We ji bo çi tevdîra şer kiriye? Va ye ez Filîstî me, hûn jî xulamên Şawûl in. De ka mêrekî xwe derxin pêşberî min.
Heke bikare li dijî min şer bike û zora min bibe, emê bibin xulamê we. Lê heke ez zora wî bibim û wî bikujim, hûnê bibin xulamên me û xulamiya me bikin.”
Golyatê Filîstî berdewam kir: “Ez îro sondika we dixwim. Mêrekî xwe bişînin ku em şer bikin.”
Gava wan ev gotinên Golyatê Filîstî bihîstin, Şawûl û tevahiya gelê Îsraêl gelekî tirsiyan.
Dawid ji Bêtlehema Cihûdayê bû. Ew kurê Yêşayê Efratî bû. Heşt kurên wî hebûn û di dema Şawûl de kal bûbû û bi salan ve çûbû.
Sê kurên mezin ên Yêşa tevî Şawûl çûbûn şer; kurê mezin Êliyav, kurê diduyan Avînadav û kurê sisêyan Şamma.
Dawid biçûkê teva bû. Gava her sê kurên wî yên mezin bi Şawûl re çûbûn şer,
Dawid ji bo ku keriyê bavê xwe biçêrîne, diçû Bêtlehemê û vedigeriya ba Şawûl. Ev çûn û hatin her berdewam bû.
Golyatê Filîstî çil rojan, serê sibê û êvarê diçû-dihat û sondika wan dixwar.
Yêşa ji kurê xwe Dawid re got: “Were vê efaya ji genimê qelandî û van deh nanan hilde û bilezîne bibe artêşgehê bide birayên xwe.
Van deh girikên penîr jî bide fermandar. Pirsa birayên xwe bike û nîşaneke xêrê ji min re bîne.”
Wan bi Şawûl û hemû zilamên gelê Îsraêl re li Newala Elayê li dijî Filîstiyan şer dikirin.
Dawid serê sibê zû rabû û keriyên xwe teslîmî şivan kir û çawa ku Yêşa lê emir kiribû, çû. Gava hat artêşgehê, leşker li meydana şer diqîriyan.
Îsraêlî û Filîstî li pêşberî hev bûn û tevdîra şer kiribûn.
Dawid tiştên anî, danî ber peywirdar, ber bi artêşa tevdîrgirtî ve beziya û li rewşa birayên xwe pirsî.
Gava Dawid bi birayên xwe re diaxivî, şervanê Filîstî Golyatê Gatî ji qada şer, her wekî berê tinazê xwe bi leşkerên gelê Îsraêl dikir û diqîriya. Dawid gotinên wî dibihîstin.
Dema ku Îsraêliyan Golyat didît, hemû ji ber wî direviyan û gelekî jê ditirsiyan.
Gelê Îsraêl digot: “Hûn vî zilamî dibînin? Ew sondika gelê Îsraêl dixwe. Kesê wî bikuje wê padîşah ji bilî pereyeke mezin, keça xwe jî bidê. Wê jiyana malbatê xweş bike û nehêle ku bacê jî bidin Îsraêlê.”
Dawid ji zilamên ba xwe re got: “Kesê vî zilamê Filîstî bikuje û vê şermê ji ser gelê Îsraêl rake wê bi çi bê xelatkirin? Ev Filîstiyê bêsinet kî ye ku gefê li artêşa Xwedayê Jîndar dixwe?”
Rabûn yek bi yek behsa xelatên kesê ku Golyat bikuje yek bi yek jê re gotin.
Gava birayê wî Êliyav bihîst ku Dawid bi zilaman re dipeyive, ew hêrs bû. Wî got: “Tu li vir çi dikî? Te ew sê-çar pez li çolê teslîmî kê kirin? Ez bi te zanim tu çiqas qure û dilxerab î. Tu hatî ku temaşeyî şer bikî.”
Dawid got: “Ma min çi kir? Min tenê pirsek kir?”
Dawid rabû pirsa xwe ji yên din kir. Hemûyan bersivên mîna berê dan.
Kesên guh li gotinên Dawid bûn, rabûn ji Şawûl re gotin. Şawûl jî gazî wî kir.
Dawid ji Şawûl re got: “Bila kesek ji vî Filîstiyî netirse. Ez xulamê te, dixwazim pê re şer bikim.”
Şawûl ji Dawid re got: “Tu nikarî şerê wî yê Filîstî bikî. Tu hê ciwan î, lê ew ji ciwaniya xwe ve şerker e.”
Dawid ji Şawûl re got: “Ezxulam, kengê min pezê bavê xwe diçêrand, gava şêr an jî hirç dihat û pez ji kerî dibir,
li pey diçûm, min lê dixist û berx ji devê wî derdixist. Gava êrîş dikir, min dest davête pirça wî, lê dixist û dikuşt.
Xulamê te hem şêr, hem jî hirç kuştiye. Evê Filîstiyê bêsinet jî, wê wekî wan be. Çimkî wî tinazê xwe bi artêşa Xwedayê Jîndar xwariye.”
Dawid lê zêde kir: “Xudanê ku ez ji lepên şêr û hirçan rizgar kirime, wê min ji destê vî yê Filîstî jî rizgar bike.” Şawûl ji Dawid re got: “De here, bila Xudan bi te re be.”
Paşê Şawûl cilên xwe li Dawid kirin, kumzirxekî tûncîn danî ser serê wî û zirxek lê kir.
Dawid şûrê xwe girê da û meşiya. Ew hînî van cil û bergan nebûbû. Ji Şawûl re got: “Ez nikarim bi van bimeşim, çimkî hîn nebûme.” Paşê ew cil ji xwe kirin.
Wî rahişt şivdarê xwe û ji newalê pênc kevir hilbijartin. Ew xistin tûrikê xwe. Rahişt berkaniya xwe û ber bi Golyatê Filîstî ve meşiya.
Golyat tevî şervanekî ku mertal di destan de bû, ber bi Dawid ve dihat.
Ji serî heta binî temaşeyî Dawid kir. Dît ku ew bi tenê ciwanekî bedew, lihevhatî û rûsorik bû, lewma wî ew kêm dît.
Filîstî ji Dawid re got: “Ma ez se me ku tu bi şivdarê têyî min?” Bi navê îlahên xwe nifir li Dawid barandin.
Filîstî ji Dawid re got: “Ka were ku ez goştê bedena te bidim teyrên ezmanan û heywanên çolê!”
Dawid ji Golyat re got: “Tu bi şûr, rim û mertalan bi ser min de têyî. Lê belê ez, bi navê Xudanê Karîndar Xwedayê Artêşa Îsraêliyan ku tu tinazê xwe pê dike, bi ser te de têm.
Îro wê Xudan te bide destê min. Ezê te bikujim û serê te ji gewdeyê te veqetînim. Ezê bedena leşkerên Filîstî jî bidim teyrên ezmanan û heywanên çolê! Bi vî awayî wê tevahiya dinya bizanibe ku Xwedê li welatê Îsraêl heye.
Hemû civaka li vir wê bizanibe ku Xudan bi şûr û mertalan rizgar nake. Çimkî şer, şerê Xudan e û wê we bide destê me.”
Golyat ji bo êrîşî beziya Dawid. Dawid jî, ji bo şerê wî bike ber bi çeperên Filîstiyan ve lezand.
Dawid destê xwe dirêjî tûrikê xwe kir, kevirek derxist û bi berkanî avêt. Kevir di eniya Golyat re çû. Ew bi deverû ket erdê.
Bi vî awayî Dawid bi kevir û berkaniyê zora Golyatê Filîstî bir û ew tera kir. Di destê Dawid de şûr tunebû.
Dawid beziya, li ber serê Golyat sekinî, şûrê wî ji kalên derxist, ew kuşt û serê wî jê kir. Piştî ku Filîstî dîtin mêrxasê wan Golyat mir, reviyan.
Leşkerên gelê Îsraêl û Cihûdayî qîrîn, rabûn û heta Gatê û ber dergehên Eqronê li pey Filîstiyan çûn. Birîndarên Filîstiyan heta Gat û Eqronê li ser riya Şaerayîmê ketin.
Piştî ku gelê Îsraêl bi têra xwe dan pey wan, vegeriyan û artêşgeha wan talan kirin.
Dawid serê Golyatê Filîstî hilda û bir Orşelîmê. Çekên wî li konê xwe hişt.
Şawûl dît ku Dawid şerê Golyatê Filîstî dike. Ji Avnêrê fermandarê artêşê pirsî: “Ya Avnêr, ev xort kurê kê ye?” Avnêr got: “Bi serê te nizanim padîşahê min.”
Padîşah got: “De ka bipirse ev lawik kurê kê ye.”
Piştî ku Dawid Golyat kuşt û vegeriya artêşgehê, Avnêr ew bir ba Şawûl. Serê Golyat di destê Dawid de bû.
Şawûl jê re got: “Xorto tu kurê kê yî?” Dawid got: “Ez kurê xulamê te Yêşayê Bêtlehemî me.”
Bi gotina Şawûl re, Yonatan bi Dawid ve hat girêdan. Wî bi dil û can, wekî nefsa xwe jê hez kir.
Şawûl hema wê rojê ew li ba xwe hişt û neşand malê.
Ji ber ku Yonatan bi dil û can, wekî nefsa xwe jê hez dikir, soz û peymana biratiyê dane hev.
Yonatan xiftanê xwe ji xwe kir. Wî ew, tevî zirx, şûr, kevan û piştênka xwe da Dawid.
Dawid her cihê ku Şawûl jê re got here, diçû û serfiraz dibû. Şawûl ew kir yek ji serleşkerên xwe. Ev bi dilê tevahiya gel û bi dilê leşkerên Şawûl jî bû.
Dema ku Dawid Golyatê Filîstî kuşt, di vegerê de ji hemû bajaran jinên Îsraêlî bi def û tembûrên xwe yên sê têlî, bi kêf û şahî, bi govend û stranan pêşwaziya Şawûlê Padîşah kirin.
Diketin govendê û digotin: “Şawûl kuşt bi hezaran, Dawid kuşt bi deh hezaran.”
Gava Şawûl bihîst hêrsa wî rabû. Di dilê xwe de got: “Deh hezar dane Dawid, lê hezar dane min. Hew maye ku padîşahiyê bidinê.”
Ji wê rojê ve Dawid li ber çavê Şawûl reş bûbû.
Dotira rojê Xwedê ruhekî xerab bi hêzeke mezin bi ser Şawûl ve şand. Di malê de bêhemdê xwe dipeyivî. Dawid wekî her car li çengê dixist. Di destê Şawûl de jî rimek hebû.
Şawûl jinişkave bi armanca ku Dawid bi dîwêr ve bimîxîne, rima xwe avêtê. Lê Dawid du caran xwe ji ber da alî.
Şawûl ji Dawid tirsiya, çimkî Xudan pê re bû lê ji Şawûl dûr ketibû.
Şawûl Dawid dûrî xwe xist û ew kir serhezar. Êdî Dawid bûbû pêşengê leşkeran.
Dawid di her karî de serfiraz dibû. Çimkî Xudan pê re bû.
Şawûl dît ku ew gelek serfiraz e. Loma jî jê bêtir tirsiya.
Tevahiya Îsraêl û Cihûdayê ji Dawid hez dikirin. Ji ber ku wî rêberiya wan dikir.
Şawûl ji Dawid re got: “Va ye ev keça min a mezin Mêrav e. Ezê wê bidim te û êdî tê bi mêrxasî ji bo Xudan şer bikî.” Çimkî Şawûl difikirî û digot: “Bila kuştina Dawid ne bi destê min, lê bi destê Filîstiyan be.”
Dawid got: “Ez kî me? Binemal û malbata bavê min di nava gelê Îsraêl de çi ye ku ez bibim zavayê padîşah?”
Wext hat Şawûlê ku divê Mêrava keça xwe bida Dawid, rabû da Edriyêlê Meholayî.
Di vê navberê de dilê Mîkala keça biçûk a Şawûl ketibû Dawid. Haya Şawûl ji meselê hebû û ev yek jê re bû fersend.
Çimkî Şawûl difikirî û digot: “Ezê Mîkalê bidim wî ku ji bo Dawid bibe dafik û Filîstî jî wî bikujin.” Rabû ji Dawid re got: “Îro ji bo te fersenda diduyan e ku tu bibî zavayê min.”
Şawûl ferman da xulamên xwe û got: “Ji Dawid re bi dizî bêjin: ‘Padîşah û hemû xulamên wî ji te hez dikin. Wext hat ku tu bibî zavayê padîşah.’”
Gava xulam hatin, wan ev yek ji Dawid re got. Dawid got: “Li gorî we kesekî wekî min feqîr û belengaz dikare wisa bi hêsanî bibe zavayê padîşah?”
Xulamên Şawûl vegeriyan û gotinên Dawid ji Şawûl re gotin.
Şawûl ji wan re got: “Ji Dawid re wisa bêjin: ‘Padîşah qelen naxwaze. Bi tenê dixwaze heyfa xwe ji dijminên xwe bistîne. Ji bo vê jî çermê sinetkirina sed Filîstiyan dixwaze.’” Şawûl dixwest Dawid bi destê Filîstiyan bide kuştin.
Xulaman gotinên Şawûl ji Dawid re gotin. Ev yek li xweşa Dawid hat ku êdî dikare bibe zavayê padîşah. Dawid di demeke kurt de
tevî leşkerên xwe çû ji Filîstiyan du sed kes kuştin. Çermê sinetkirina wan anî danî ber padîşah ku bibe zavayê wî. Şawûl rabû Mîkala keça xwe da Dawid.
Şawûl dît ku Xudan bi Dawid re ye û keça wî Mîkalê jî jê hez dike.
Şawûl piştî vê yekê ji Dawid zêdetir tirsiya. Ji wê rojê pê ve herdem dijminatiya Dawid kir.
Her ku fermandarên Filîstiyan êrîş dikirin, Dawid ji xulamên din ên Şawûl serketîtir dibû. Loma jî nav û dengê wî her zêde bû.
Şawûl ji Yonatanê kurê xwe û ji hemû xulamên xwe re got: “Dawid bikujin!” Lê Yonatan ji Dawid gelek hez dikir.
Loma Yonatan ji Dawid re got: “Bavê min Şawûl dixwaze te bikuje. Ez ji te lava dikim, sibê hay ji xwe hebe û xwe li cihekî bi ewle veşêre.
Ezê jî herim ba bavê xwe, zeviya ku tu lê yî. Ezê li wir derbarê te de bi bavê xwe re bipeyivim. Heke ez tiştekî bizanibim ezê ji te re bêjim.”
Yonatan li ser Dawid ji Şawûlê bavê xwe re tiştên baş gotin: “Bila padîşah xerabiyê li Dawidê xulamê xwe neke. Çimkî wî tu xerabî li te nekiriye. Hemû karên wî ji bo te gelekî baş bûne.
Wî xwe xist xeterê û Golyatê Filîstî kuşt. Bi vî awayî Xudan tevahiya gelê Îsraêl rizgar kir. Te jî ev yek dît û pê kêfxweş bûyî. Tê çima rabî Dawidê bêsûc bikujî û gunehê wî bixî stûyê xwe?”
Şawûl guhdariya Yonatan kir. Wî sond xwar û got: “Bi navê Xudanê Jîndar, wê Dawid neyê kuştin!”
Yonatan gazî Dawid kir û hemû tiştên qewimî jê re gotin. Paşê her du bi hev re çûn ba Şawûl. Dawid wekî berê dîsa ket xizmeta Şawûl.
Şer careke din destpê kir. Dawid li dijî Filîstiyan şer kir û qira wan anî. Filîstiyên mayî ji ber wî reviyan.
Rojekê Şawûl li mala xwe rûdiniştibû û di destên wî de rimek hebû. Bi destûra Xudan ruhekî xerab hat ser Şawûl. Herçî Dawid bû li çengê dixist.
Şawûl xwest ku Dawid bi rima xwe bi diwêr ve bimîxîne. Lê Dawid xwe ji ber rimê da alî. Rim çû di dîwêr de daçikiya. Wê şevê Dawid reviya û xwe xilas kir.
Şawûl ji bo kuştina Dawid kes şandin mala wî ku çavdêriya wî bikin û serê sibê jî wî bikujin. Lê Mîkala jina wî pê hesiya û jê re got: “Heke tu îşev nerevî û xwe xilas nekî, tê sibê bêyî kuştin.”
Mîkal rabû Dawid di pencereyê re derxist derve. Ew jî reviya û xwe xilas kir.
Mîkal pûtê malê hilda, xist nav nivîna, gilokek ji mûyê bizinan danî ber serî û lihêfek pê dakir.
Gava zilamên Şawûl xwestin Dawid ji malê derxin, Mîkalê ji wan re got: “Ew nexweş e.”
Şawûl careke din ew şandin ba Dawid. Wî got: “Wî tevî nivînan bînin ku ez wî bikujim!”
Gava ew hatin malê, dîtin ku pûtek di nav nivînan e û balgîveke ji mûyê bizinan jî li ber serî ye.
Şawûl ji Mîkalê re got: “Te çima ez xapandim û te dijminê min berda?” Mîkalê jê re got: “Dawid ji min re got: Bihêle ez herim, an na ezê te bikujim?”
Dawidê ku reviya, çû Ramayê ba Samûêl. Hemû tiştên ku Şawûl bi serê wî anîn jê re got. Ew tevî Samûêl li taxa Nayotê ma.
Şawûl pê hesiya ku Dawid li Nayota Ramayê ye.
Rabû kes şandin ku Dawid bigirin û bînin. Dema dîtin ku komeke pêxemberan, pêxemberiyê dikin û Samûêl jî wekî serek li ser wan e, Ruhê Xwedê bi ser qasidên Şawûl ve jî hat û wan jî pêxemberî kir.
Gava behsa vê yekê ji Şawûl re kirin, rabû hinek kesên din şandin. Lê wan jî pêxemberî kir. Wî cara sisêyan kes şandin lê wan jî wisa kir.
Li ser vê yekê Şawûl rabû bi xwe çû Ramayê. Gava gihîşt ser bîra mezin a li Sêxûyê, ji kesên dorê pirsî: “Samûêl û Dawid li ku ne?” Yekî got: “Ew li Nayota Ramayê ne.”
Rabû çû Nayota Ramayê. Ruhê Xwedê bi ser wî ve jî hat. Heta gihîşt Nayota Ramayê, wî jî pêxemberî kir.
Şawûl kinc ji xwe kirin û li ber Samûêl pêxemberî kir. Temamiya şev û rojê bi awayekî rût û tazî pal da. Loma jî dibêjin: “Gelo Şawûl jî kete nava pêxemberan?”
Dawid ji taxa Nayota Ramayê reviya, hat ba Yonatan û got: “Min çi kiriye? Xerabiya min çi ye? Gunehê min çi ye ku bavê te li pey kuştina min e?”
Yonatan got: “Xwedê neke, mirin dûrî te be! Tê nemirî. Biçûk an mezin, bavê min bêyî min tiştekî nake. Çima ji min veşêre? Tiştekî wisa nabe.”
Dawid sond xwar û got: “Bavê te dizane tu ji min hez dikî û ew dibêje: ‘Bila Yonatan vê yekê nizanibe, an na wê xemgîn bibe. Lê ez bi serê te û navê Xudan sond bixwim, di navbera min û mirinê de tenê gavek heye.’”
Yonatan ji Dawid re got: “Tu çi bixwazî ezê ji bo te bikim.”
Dawid lê vegerand û got: “Sibê Cejna Heyva Nû ye. Divê ez bi padîşah re rûnim nan bixwim. Lê bihêle ez heta êvara roja sisêyan xwe li çolê veşêrim.
Heke bavê te bi min bihese, jê re bêje: ‘Dawid destûra xwe ji min xwest ku here bajarê xwe Bêtlehemê. Çimkî wê malbata wî qurbana salane bide.’
Gava bavê te bêje: ‘De baş e,’ wê gavê ev ji bo xulamê te baş e. Lê ku hêrs bibe, bizanibe ku ew li tiştekî xerab difikire.
Herçî tu yî, were qenciyê bi xulamê xwe bike. Çimkî te li ber hizûra Xudan soz û peymana biratiyê da min. Ez neheq bim, tu bixwe min bikuje. Çima tê min bibî ba bavê xwe?”
Yonatan got: “Xwedê neke! Gava ez bizanibim bavê min dixwaze xerabiyê li te bike, ma ezê ji te re nebêjim?”
Wî ji Yonatan re got: “Heke bavê te bersiveke hişk bide te, wê kî ji min re bêje?”
Yonatan jê re got: “Were, em herin çolê.” Herdu çûn derveyî bajêr.
Yonatan berdewam kir got: “Xwedayê Îsraêl Xudan şahid e, sibe yan dotira rojê van çaxan, qenc an xerab ezê bi niyeta bavê xwe bihesim ka li ser te çi difikire. Wî çaxî esse ezê ji te re bibêjim?
Gava niyeta bavê min kuştina te be, ez ji te re nebêjim û te dernexim ewlehiyê, bila Xudan jê xerabtir bîne serê min. Xudan bi te re be, çawa ku bi bavê min re jî bû.
Heta ez sax im kerema Xudan nîşanî min bide ji bo ku bijîm.
Xudan tevahiya dijminên Dawid ji ser rûyê erdê rake jî, tu kerema xwe li ser ziriyeta min bihêle.”
Paşê Yonatan soz û peyman bi Mala Dawid re girê da û got: “Bila Xudan dijminên Dawid ceza bike.”
Yonatan ji ber hezkirina Dawid, careke din ew da sondê. Çimkî bi dil û can, wekî nefsa xwe jê hez dikir.
Yonatan jê re got: “Sibê Heyva Nû ye. Ji ber ku wê cihê te vala be, wê pirsa te bikin.
Dotira rojê bilezîne here cihê ku te xwe lê veşartibû, li ber Kevirê Ezelê rûne.
Ezê jî sê tîran bavêjim wî alî, çawa ku nîşanê digirim.
Paşê ezê xulamê xwe bişînim wir û jê re bêjim: ‘Here wan tîran bîne.’ Gava jê re bêjim: ‘Va ne tîr li ba te ne, hilde û were,’ wî çaxî bizanibe ku tu di ewlehiyê de yî. Bi navê Xudanê Jîndar, ev ji bo te qenc e.
Lê gava ez ji xort re bêjim: ‘Tîr dûrî te ne,’ tu bireve here. Çimkî Xudan te dişîne.
Xudan her û her di navbera min û te de şahidê vê yekê ye.”
Dawid li çolê xwe veşart. Heyva Nû hat, padîşah li ser sifrê rûnişt.
Padîşah wekî caran, li cihê xwe ya li kêleka dîwêr rûnişt. Yonatan li pêşberê Şawûl, Avnêr jî li kêleka wî rûnişt. Lê cihê Dawid vala ma.
Şawûl wê rojê tiştekî negot. Wiha difikirî: “Tiştek hatiye serê Dawid. Ew ne paqij e, esse ew ne paqij e.”
Roja din ku dibe roja diduyê serê heyvê, cihê Dawid dîsa vala ma. Şawûl ji Yonatanê kurê xwe re got: “Çima kurê Yêşa duh û îro nehat ser sifrê?”
Yonatan got: “Dawid bi israr ji min destûr xwest ku here Bêtlehemê.
Wî got: ‘Ji kerema xwe, bihêle ez herim çimkî li bajêr malbata me qurban serjê dike û birayê min xwest ez jî li wir bim. Bi dilê te be, bihêle ez herim wî bibînim.’ Loma ew li ser sifreya padîşah tunebû.”
Hêrsa Şawûl li dijî Yonatan rabû. Wî jê re got: “Ya kurê jina serhildêr û jirêderketî! Ma ez nizanim ku tu pişta kurê Yêşa digirî? Ev hem ji bo te, hem ji bo diya te ya ku te aniye dinyayê, şermeke mezin e!
Heta kurê Yêşa bijî, ne tê li cihê xwe bimînî, ne jî padîşahiya te! Rabe here wî bîne ba min, ezê wî bikujim.”
Yonatan li ser vê gotinê wiha got: “Çima bimire? Wî çi kiriye?”
Şawûl rima xwe avêt ku wî bikuje. Yonatan êdî fêm kir ku bavê wî biryara kuştina Dawid daye.
Yonatan bi hêrsa dijwar ji ser sifrê rabû. Wî roja diduyê heyvê xwarin nexwar. Çimkî li ber Dawid diket û bavê wî erzê wî şikandibû.
Yonatan çawa ji Dawid re gotibû serê sibê çû çolê. Li ba wî xortek hebû.
Ji xort re got: “Ezê niha tîran bavêjim, tu here bîne.” Gava xort baz da, Yonatan tîrek avêt pêşiya wî.
Gava xort gihîşt cihê tîr, Yonatan gazî kir û got: “Tîr li pêşiya te ye!
Here, nesekine, bilezîne!” Xort tîr hilda, anî da Yonatan.
Haya xort ji tiştekî tunebû, lê haya Yonatan û Dawid ji hev hebû.
Yonatan çekên xwe dan xort û jê re got: “Van bibe bajêr.”
Gava xort çû, Dawid ji başûrê kevir rabû ser xwe û sê caran deverû çû erdê. Wan hev ramûsa û li ser hev de giriyan. Lê Dawid zêdetir digiriya.
Yonatan ji Dawid re got: “Bi xêr û silamet here. Me bi navê Xudan sond xwaribû ku ew di navbera min û te û ziriyetên me de, heta hetayê şahidê peymana me be.” Paşê Dawid bi rê ket. Yonatan jî vegeriya bajêr.
Dawid hat bajarê Novê, ba Ahîmelekê Kahin û Ahîmelek bi tirs pêşwaziya Dawid kir û jê re got: “Çima tu bi tenê yî û li ba te tu kes tuneye?”
Dawid ji Ahîmelekê Kahin re got: “Padîşah emrê tiştekî da min û ji min re got: Bila derbarê tiştê ku min ji te re emir kir de tu kes tiştekî nizanibe. Herçî xulamên min in, min ew şandin.
Niha li ba te çi heye? Pênc nan an jî çi hebe bide min.”
Kahin got: “Bi min re nanê xwarinê tuneye, lê heke xortan xwe ji jinan dûr girtibin, nanê pîroz heye.”
Dawid got: “Bi rastî wekî her car em ji jinan dûr ketine, em bi ku ve jî herin, xulamên min xwe paqij dihêlin. Wê îro bêtir paqij bin.”
Kahin nanê pîroz dayê. Çimkî li wir ji bilî nanê pîroz tu nan tunebû. Dema ku ev nan ji hizûra Xudan dihat hildan, nanê germ datanîn cihê wê.
Wê rojê xulamekî Şawûl li hizûra Xudan hatibû peywirdarkirin. Ji Edomê bû û navê wî Doêg bû. Ew serşivanê Şawûl bû.
Dawid ji Ahîmelek re got: “Li ba te rim an şûrek heye? Li ba min ne rim, ne jî şûr heye. Çimkî karê padîşah lez bû, min neanîn.”
Kahin got: “Va ye şûrê Golyatê Filîstî ku te li Newala Elayê ew kuştibû. Şûr, ew li pişt êfodê bi kincekî hatibû pêçandin. Dixwazî bibe. Wekî din tiştekî din tuneye.” Dawid got: “Jê çêtir tuneye, bide min.”
Dawid rabû û wê rojê ji ber Şawûl reviya, çû ba Axîşê Padîşahê Gatê.
Peywirdarên Axîş jê re got: “Ma ev ne padîşahê welatê Îsraêl Dawid e? Ma ne ew e ku di govendê de li ser wî dibêjin: “‘Şawûl kuşt bi hezaran, Dawid kuşt bi deh hezaran’?”
Dawid ev gotin xistin dilê xwe û ji Axîşê Padîşahê Gatê gelekî tirsiya.
Xwe li dewsa dîna danî û helwesta xwe guhert. Deriyên dergehê bajêr da ber nehpûçkan û gilêz ji dev û lêvên wî hat.
Axîş ji xulamên xwe re got: “Hûn dibînin ku ev dîn e. We çima anî ba min?
Ma ez hewcê dînan im? Ji bo ku dînîtiyê bike we aniye ba min? Evê çawa bikeve mala min?”
Dawid ji Gatê derket, reviya çû Şikefta Edûllamê. Birayê wî û kesên din ên ji malbata wî ku ev yek bihîstin, çûn ba wî.
Her kesekî di tengasiyê de, deyndar û nexweş li dora Dawid kom bû. Dawid ji nêzîkî çar sed kesî re rêbertî kir.
Dawid ji wir çû bajarê Mîspeya li Moavê. Ji Padîşahê Moavê daxwazeke wiha kir: “Heta kifş bibe ku wê Xwedê çi bi min bike, bila diya min û bavê min, werin li ba we bimînin, hûnê destûrê bidin?”
Bi vî awayî Dawid, diya xwe û bavê xwe danî ba Padîşahê Moavê. Heta ku Dawid di sitargehê de ma, ew jî li ba Padîşahê Moavê man.
Lê Gadê Pêxember ji Dawid re got: “Di sitargehê de nemîne, here welatê Cihûda!” Li ser vê yekê Dawid ji wir rabû û çû Daristana Heretê.
Di vê navberê de, Şawûl hîn bû ku Dawid û yên li ba wî ne, li ku dimînin. Şawûl di destê wî de rima wî, li Gîvayê, li ser girekî di bin dargezekê de rûdinişt. Leşkerên wî jî li dora wî rûdiniştin.
Şawûl ji wan re wiha got: “Ya mirovên Binyamînî, niha guhdar bin! Ma wê kurê Yêşa rez û zeviyan bide her yekî ji we? Wê her yekî ji we bike sersed û serhezar?”
We hemûyan li dijî min fenek ava kir. Ji ber ku dema kurê min, bi kurê Yêşa re peyman çêkir, kesekî ku agahî bide min tunebû. Di nav we de, tenê kesekî ku dilê wî bi min bişewite derneket. Wek ku îro jî wisa ye, ji bo ku kemîn ji min re çêke, kurê min xulamê min Dawid sor kiriye, tu kesê ku vê yekê ji min re bêje nebû.
Li ser vê yekê, Doêgê Edomî ku li ba leşkerên Şawûl disekinî got: “Min dît ku kurê Yêşa Dawid hat bajarê Novê, ba kurê Ahîtûv, Ahîmelekê Kahin.
Ahîmelek ji bo Dawid bi Xudan şêwirî. Hem ji bo wî xwarin peyda kir, hem jî şûrê Golyatê Filîstî da wî.”
Şawûlê Padîşah şand pey Ahîmelekê Kahinê kurê Ahîtûv û kahinên malbata bavê wî ku li bajarê Novê ne. Hemû hatin ba padîşah.
Şawûl ji Ahîmelek re bi hêrs got: “Kurê Ahîtûv, guhê xwe veke!” Ahîmelek got: “Kerem bike ezbenî.”
Şawûl got: “Ji bo çi te û kurê Yêşa fen li min kir? Te nan û şûr da wî, ji bo wî tu bi Xwedê re şêwirî! Wî jî li dijî min serî hilda û çawa ku îro kir, li dijî min kemîn danî.”
Ahîmelek wiha got: “Di nava tevahiya peywirdarên te de, kesekî bi qasî Dawid girêdayî te heye? Dawid zavayê te û fermandarê te yê parêzvanan e. Ew di mala te de kesekî rêzdar e.
Ma îro ye ku ji bo Dawid ji Xwedê lavayan dikim? Nexêr! Bila padîşah min xulamê xwe û malbata bavê min sûcdar nebîne. Ji ber ku xulamê te li ser vê yekê tu tiştî nizane.”
Lê Şawûl got: “Ya Ahîmelek, tu jî tevahiya malbata te jî hûnê esse bimirin.”
Piştre ji leşkerê nobedar ê li ba xwe sekiniye re got: “Herin û kahinên Xudan ên ku piştgiriya Dawid dikin bikujin. Çimkî wan dizanibû ku Dawid reviyaye, lê wan agahî nedane min.” Lê peywirdarên padîşah nexwestin dest bilind bikin û kahinên Xudan bikujin.
Li ser vê yekê padîşah, emir da Doêg û got: “Tu here kahinan bikuje.” Doêgê Edomî jî çû kahin kuştin. Wê rojê Doêg, heştê û pênc kesên ku kirasê kahintiyê yê kitan li wan bûn kuştin.
Doêg Nova bajarê kahinan da ber şûran. Wî jin û mêr, zarok û berşîr, ker, pez û dewar kuştin.
Tenê yek ji kurên Ahîmelekê Kahinê kurê Ahîtûv yê bi navê Aviyatar, filitî, ew jî reviya çû ba Dawid.
Aviyatar, kuştina kahinên Xudan ji hêla Şawûl ve ji Dawid re got.
Dawid ji Aviyatar re got: “Min wê roja ku Doêgê Edomî ku li vir bû, fêm kiribû, wê her tiştî ji Şawûl re bêje. Ez bûm sedema kuştina bavê te û tevahiya kesên malbata te.
Li ba min bimîne û netirse! Kesê li pey kuştina te dixwaze min jî bikuje. Li ba min tê di ewlehiyê de bî.”
Ji Dawid re xeber şand û got: “Filîstiyan êrîşî bajarê Qeîlayê kirine û tevahiya bênderên wan talan dikin.”
Dawid bi Xudan şêwirî û got: “Ez herim êrîşî van Filîstiyan bikim?” Xudan bersiv da û got: “Here êrîşî Filîstiyan bike û bajarê Qeîlayê rizgar bike.”
Lê zilamên wî ji Dawid re got: “Binêre, gava em li vir, li Cihûdayê ne, em ditirsin. Gava em herin Qeîlayê, li dijî artêşa Filîstiyan şer bikin, emê bêtir bitirsin.”
Li ser vê yekê Dawid careke din bi Xudan şêwirî. Xudan jê re careke din got: “Rabe, here Qeîlayê! Çimkî ezê Filîstiyan bi destê xwe radestî te bikim.”
Bi vî awayî Dawid û zilamên li ber destê wî, çûn Qeîlayê, li dijî Filîstiyan şer kirin. Dawid heywanên wan bi dest xistin. Filîstiyan bi awayekî giran têk bir û şêniyên Qeîlayê rizgar kirin.
Dema Aviyatarê kurê Ahîmelek reviya û çû Qeîlayê ba Dawid, êfodê jî bi xwe re biribû.
Gava Şawûl bihîst ku Dawid çûye bajarê Qeîlayê, wî got: “Xwedê Dawid da destê min. Dawid ket bajarekî bi dergeh û zirze û bi vî awayî xwe hepis kir.”
Şawûl gaziya şer li tevahiya gel kir ku ber bi Qeîlayê ve bimeşin û Dawid û zilamên wî dorpêç bikin.
Gava Dawid fêm kir Şawûl li dijî wî fen çêkiriye, wî ji Aviyatarê Kahin re got: “Êfodê bîne.”
Piştre got: “Ya Xwedayê Îsraêl Xudan! Xulamê te bihîstiye ku Şawûl dixwaze were Qeîlayê û ji rûyê min qira bajêr bîne.
Gelo wê gelê Qeîlayê min bide dest? Çawa ku xulamê te bihîstiye wê Şawûl were? Ya Xwedayê Îsraêl Xudan, ez lava dikim ji xulamê xwe re bêje!” Xudan bersiv da û got: “Wê Şawûl were.”
Dawid ji Xudan pirsî: “Gelo wê gelê Qeîlayê min bide destê Şawûl?” Xudan got: “Wê bide!”
Li ser vê yekê Dawid û bi qasî şeş sed kesên li ba wî, ji Qeîlayê derketin û herkes bi aliyekî ve çû. Şawûl gava bihîst ku Dawid ji Qeîlayê reviyaye, neçû wir.
Dawid li sitargehan ma ku li herêma çiyayî ya Beriya Zîfê. Şawûl her roj lê digeriya, lê Xwedê Dawid nedida destê wî.
Dawid gava li Beriya Zîfê, li Horeşê bû, bihîst ku Şawûl daye pey kuştina wî.
Di vê navberê de Yonatanê kurê Şawûl rabû çû Horeşê ba Dawid û bi navê Xwedê hêz da wî.
Got: “Netirse! Bavê min Şawûl wê dest nede te. Tê bibî Padîşahê gelê Îsraêl, ezê jî bibim alîkarê te. Bavê min Şawûl jî vê yekê dizane.”
Her duyan jî, li ber Xudan peymana xwe nû kirin. Piştre Yonatan vegeriya mala xwe, lê Dawid li Horeşê ma.
Zîfî çûn Gîvayê ba Şawûl. Wan got: “Dawid di nav me de ye. Ew li başûrê Yeşîmonê, di sitargehên Horeşê ku li ser girê Haxîlayê ye xwe vedişêre.
Ya padîşah, tu kengê dixwazî were! Bihêle em Dawid bidin destê te.”
Şawûl got: “Xudan bila we pîroz bike! Hûn li ber min ketin.
Herin li pey bigerin ka Dawid xwe li ku vedişêre. Li ku dimîne, kî wî dibîne, baş hîn bibin. Çimkî ji bo wî dibêjin pir fêlbaz e.
Li ku xwe vedişêre hîn bibin û ji min re bibêjin. Wê gavê ezê jî bi we re bêm. Heke Dawid li wir be, di nav tevahiya binemalên Cihûdayê de ezê lê bigerim û wî bibînim.”
Bi vî awayî Zîfî rabûn û beriya Şawûl, çûn Zîfê. Wê gavê Dawid û zilamên wî li Beriya Maonê ango Yeşîmonê ku diket Başûrê Eravayê.
Dawid ku bihîst Şawûl û zilamên wî hatine lê digerin, dakete jêr û xwe di zinarê li Beriya Maonê de parast. Dema ku Şawûl ev bihîst, li pey Dawid çû Beriya Maonê.
Şawûl li vî aliyê gelî, Dawid û zilamên wî jî li aliyê din ê gelî ber bi hev ve dimeşiyan. Dawid hewl dida ku bireve û xwe ji Şawûl û zilamên wî rizgar bike. Leşkerên Şawûl ji bo Dawid û zilamên wî bigirin nêzîk bûn.
Qasid hat û ji Şawûl re got: “Zû were! Filîstî êrîşî welêt dikin.”
Li ser vê yekê Şawûl dev ji Dawid berda. Rabû çû ku li dijî Filîstiyan şer bike. Loma ji wê derê re Sela-Hammahleqot hat gotin.
Dawid ji wir derket, xwe li sitargehên herêma Eyn-Gediyê veşart.
Şawûl piştî ku dev ji peyketina Filîstiyan berda, pê hesiya ku Dawid li Beriya Eyn-Gediyê ye.
Şawûl ji tevahiya gelê Îsraêl sê hezar leşkerên bijare civandin ku li Bilindciyê Pezkoviyan li Dawid û zilamên wî bigere.
Di rê de rastî hevşiyên pêz hat. Li wir şikeftek jî hebû. Şawûl ji bo avrêjê ket şikeftê. Dawid û zilamên wî jî, di binê vê şikeftê de diman.
Zilamên Dawid jê re got: “Va ye roja ku Xudan ji te re gotibû, ‘Ji bo daxwazên te, ezê dijminê te bidim destê te.’ Ew roj ev roj e!” Dawid rabû ji dawa Şawûl, perçeyek bi dizî jê kir.
Lê paşê ji ber vê kirina xwe li ber xwe ket.
Ji zilamên xwe re got: “Xwedê neke ku ez li dijî xweyê xwe, kifşkiriyê Xudan vî tiştî bikim. Ez destê xwe li dijî kifşkiriyê Xudan ranakim.”
Dawid bi van peyvan zilamên xwe asteng kir û nehişt ku êrîşî Şawûl bikin. Şawûl ji şikeftê derket û da rê.
Dawid jî, ji şikeftê derket. Gazî Şawûl kir û got: “Padîşahê min, ezbenî!” Gava Şawûl li pey xwe zivirî, Dawid xwe tewand, deverû çû erdê û jê re got:
“Tu çima guhdariya wan kesan dikî ku dibêjin: ‘Dawid li pey xerabiya te ye?’
Va ye tu bi çavên xwe dibînî ku Xudan çawa di şikeftê de te da destê min. Hinekan xwest ku ez te bikujim, lê ez li ber te ketim. Min got: ‘Ez destê xwe li xweyê xwe ranakim, ji ber ku ew kifşkiriyê Xudan bi xwe ye.’
Bavo, li vî perçeyî destê min binêre ku ji dawa xiftanê te hatiye jêkirin. Belê lê binêre! Min ji dawa xiftanê te perçeyek qut kir, lê min tu nekuştî. Ji ber vê yekê, baş bizane ku di dilê min de xerabî û fikra serhildanê tuneye. Dîsa jî, tu dixwazî min bikujî.
Bila Xudan di navbera min û te de dadger be û heyfa min ji te bistîne. Lê ezê destê xwe li te ranekim.
Li gorî meseloka pêşiyan: ‘Ji xeraba xerabî dertê,’ lê ezê destê xwe li te bilind nekim.
Gelo Padîşahê gelê Îsraêl li dijî kê rabûye? Tu bera kê didî? Kûçikekî mirî yan kêçekê?
Bila Xudan di nav min û te de dadger be û biryarê bide. Bila Xudan li doza min binêre, min biparêze û ji destê te rizgar bike.”
Dema ku Dawid gotina xwe qedand, Şawûl jê pirsî: “Dawid kurê min, ev dengê te ye?” Paşê bi dengekî bilind giriya.
Jê re got: “Tu zilamekî ji min rastir î. Min xerabî li te kir, lê te bi qencî bersiva min da.
Îro te eşkere kir ku te qencî li min kiriye: Xudan ez dam destê te, lê te ez nekuştim.
Ma kesek heye ku dijminê xwe bigire û sax bihêle? Bila Xudan jî, ji ber vê qenciya ku te bi min kir, te xelat bike.
Êdî ez baş dizanim ku tê padîşah bibî û padîşahiya gelê Îsraêl bi te xurt bibe.
Niha bi Xudan sond bixwe ku tê piştî min, ziriyeta min qir nekî û navê min ji nav mala bavê min ranekî.”
Dawid çawa ku Şawûl xwest sond xwar. Piştre Şawûl çû mala xwe. Dawid û zilamên wî jî, çûn sitargehê.
Di vê navberê de Samûêl mir. Tevahiya Îsraêliyan kom bûn û şîna wî kirin. Wan ew li mala wî ya Ramayê veşart. Dawid rabû çû Beriya Maonê.
Li Maonê zilamekî gelek dewlemend hebû. Karê wî li Karmelê bû. Sê hezar mih û hezar bizinên wî hebûn. Wê demê li Karmelê pezê xwe hevring dikin.
Navê mêrik Naval, navê jina wî jî Avîgayil bû. Jinik serwext û bedew bû. Lê mêrê wê ku ji ziriyeta Kalêv dihat, yekî serhişk û cirnexweş bû.
Dema Dawid li beriyê bû bihîst ku Naval pezê xwe hevring dike.
Deh xulam şandin ba wî û wiha emir kir: “Li Karmelê herin ba Naval. Silavê min lê bikin û jê re bêjin:
‘Her hebî, malî ava! Silamet li malê te be.
Min bihîst ku vê gavê dema qusandina mihan e. Gava şivanê te bi me re bûn, me ew neêşandin. Gava li Karmelê bûn, tu tiştên wan winda nebûn.
Ji xulamên xwe bipirse, wê ji te re bêjin. Ji wan re keremdar be. Çimkî ew di rojeke şahiyê de hatine ba te. Tişta ji destê te bê, bide xulamên xwe û kurê xwe Dawid.’”
Gava zilamên Dawid hatin, wan bi navê Dawid hemû ev gotin gihandin Naval û li wir sekinîn.
Lê Naval bersiveke wiha da xulamên Dawid: “Dawid kî ye? Kî ye ev kurê Yêşa? Van rojan gelek xulam xweyên xwe dihêlin û direvin.
Ez nanê xwe, ava xwe, goştê ku min ji bo pezbirên xwe serjê kiriye, çima bidim van kesan ku nizanim ji ku hatine?”
Zilamên Dawid, ji riya ku hatine vegeriyan û hemû gotinên Naval ji Dawid re gotin.
Dawid ferman da zilamên xwe û got: “Bila herkes şûrê xwe girê bide!” Dawid jî zilamên wî jî şûrên xwe girê dan. Nêzîkî çar sed kes bi Dawid re çûn, du sed kes jî li ba hûr-mûrên wan man.
Di vê navberê de xulamekî Naval, ji Avîgayila jina wî re got: “Dawid ji bo li hal û rewşa xweyê me Naval bipirse, ji beriyê jê re qasid şandin. Lê Naval erzê wan şikand.
Tevahiya van zilaman ji me re pir baş bûn. Wan em neêşandin. Li derve dema ku em bi wan re bûn tu tiştekî me winda nebû.
Wextê ku me mihên xwe diçêrandin û em li ba wan bûn, wan bi şev û roj em parastin.
Niha tê çi bikî baş bifikire. Ji ber ku amadekarî dikin ku xerabiyan li xweyê me û tevahiya malbata wî bikin. Xweyê me jî ewqas cirnexweş e ku kesek nikare jê re tiştekî bêje.”
Li ser vê yekê, Avîgayil yekser du sed nan, du meşk şerab, goştê pênc mihên amadekirî, pênc sea genimê qelandî, sed weşî mêwîj û du sed kadikên bastîqê hejîran hildan û li keran bar kirin.
Piştre jî, ji xulamên xwe re got: “Hûn beriya min herin, ez li pey we têm.” Ji mêrê xwe Naval re tu tişt negot.
Avîgayil li kerê siwar bûbû, ji riya din a çiyê dadiket, Dawid û zilamên wî jî ber pê ve dimeşiyan. Avîgayil rastî wan hat.
Dawid gotibû: “Bi rastî, min malê wî mirovî li çolê bêsedem parast. Tu tiştê wî kêm nebû, lê wî ji dêla qenciyê, ji min re xerabî kir.
Heke heta serê sibê min ji hemû zilamên wî yekî jî sax hişt, bila Xwedê eynî tiştî bi min bike. Heta jê xerabtir bîne serê min!”
Avîgayil dema ku Dawid dît, yekser ji kerê peya bû, xwe avêt ber lingê Dawid.
Piştî ku xwe li ber wî tewand wiha got: “Ezxulam, sûcdar ez im, bi tenê ez sûcdar im. Destûrê bide ku xulama te ji te re bibêje. Li gotinên wê guhdarî bike.
Lava dikim ezbenî, guh nede Naval, ew mirovekî cirnexweş e. Ji ber ku cira wî jî wekî navê wî ye. Navê wî tê wateya bêaqil. Ew ehmeq e. Ezxulam, min qasidên xweyê xwe Dawid nedîtin.
“Ezxulam, Xudan nehişt ku tu xwîn birijînî û bikevî pey tol û heyfan. Bi navê Xudanê Jîndar û bi serê te hêvî dikim ku dijminên te û kesên dixwazin xerabiyê li te bikin, bila bibin wekî Naval.
Ezxulam, ev diyariyên ku min ji te, xweyê xwe re aniye, bila bidine zilamên te.
Ezbenî, tu xulama xwe bibexişîne. Wê Xudan binemala xweyê min bidomîne. Ji ber ku xweyê min, şerê Xudan pêş de dibe. Heta tu hebî, bila xerabî ji te dûr be.
Heke kesek ji bo kuştinê bikeve pey te, wê Xwedayê te Xudan te di kîsekê de veşêre û jiyana te biparêze. Wê dijminên te bavêje, çawa ku bi berkaniyê kevir tê avêtin.
Dema Xudan hemû sozên qenc ji bo xweyê min pêk bîne û te li ser gelê Îsraêl bike serwer,
tê poşman û xemgîn nebî. Çimkî tu neketî pey tolhildan û xwînrijandinê. Çaxê Xudan tu serfiraz kirî, vê xulama xwe bîne bîra xwe.”
Dawid lê vegerand û got: “Xwedayê Îsraêl Xudan pîroz be ji ber ku îro tu derxistî pêşberî min!
Pîroz be ev serwextiya te! Îro te nehişt ku ez bi destê xwe tolhildanê xwînê birijînim.
Ez bi navê Xudanê Jîndar ê Xwedayê Îsraêl ku wî ez parastim sond dixwim, heke te nelezanda û pêşwaziya min nekira, heta berê sibê ji zilamên Naval kitek jî sax nedima.”
Dawid hemû diyariyên Avîgayilê qebûl kir û jê re got: “Bi xêr û silamet here malê. Min guhdariya te kir û qedrê te girt.”
Avîgayil çû ba Naval. Naval li malê sifre û şahiyeke padîşahan danîbû. Gelek vexwaribû û serxweş bû. Loma jî heta berê sibê Avîgayilê tu tiştî jê re negot.
Dotira rojê gava Naval hat ser hişê xwe, jina wî yek bi yek her tiştî jê re got. Wî çaxî dilê Naval sekinî û bû mîna kevirekî.
Deh roj paşê Xudan li Naval xist û ew mir.
Gava Dawid bihîst ku Naval miriye, wî got: “Xudan pîroz be! Wî dadgeriya min kir û min li dijî Navalê ez bêrûmet kirim, parast. Xudan xerabiya Naval anî serê wî.” Piştre Dawid qasid şandin ba Avîgayilê û daxwaza zewacê lê kir.
Qasidên Dawid çûn Karmelê ba Avîgayilê. Wan got: “Dawid em şandine ku te jê re bixwazin.”
Avîgayil deverû çû erdê û got: “Ezxulam, niha amade me ku bibim xizmetkar û lingên qasidên xweyê xwe bişom.”
Bi lez rabû ser xwe û li kerê siwar bû. Pênc xizmetkarên xwe jî hilda û da pey qasidan. Paşê bû jina Dawid.
Dawid Ahînoema Yîzreyêlî jî, ji xwe re xwest û herdu bûne jinên wî.
Şawûl jî Mîkala keça xwe ya jina Dawid da Paltiyê kurê Layîşê Gallîmî.
Zîfî çûn Gîvayê ba Şawûl. Wan got: “Dawid li girê Haxîlaya ku li pêşberî Yeşîmonê ye xwe vedişêre.”
Li ser vê yekê Şawûl bi sê hezar leşkerên bijare yên Îsraêlî re, çû Beriya Zîfê ji bo ku li Dawid bigere.
Li kêleka riya girê Haxîlaya pêşberî Yeşîmonê, artêşgeh danî. Dawid li beriyê bû. Dema fêm kir ku Şawûl ketiye pey wî,
çavdêr şandin. Bi vî awayî hîn bû ku Şawûl nêzîk e.
Li ser vê yekê Dawid çû cihê ku Şawûl artêşgeh lê daniye û dît ku Şawûl û fermandarê artêşa wî Avnêrê kurê Nêr radizin. Şawûl li nava artêşgehê, leşker jî li dora wî radizan.
Ahîmelekê Hîtîtî û Avîşayê birayê Yoav kurên Serûyayê bûn. Dawid ji wan re got: “Wê kî bi min re bê artêşgehê ba Şawûl?” Avîşay got: “Ezê bi te re bêm.”
Dawid û Avîşay wê şevê ketin artêşgehê. Şawûl rima wî li ber serê wî di axê de daçikandî li navenda artêşgehê radiza. Avnêr û leşker jî li derdora wî radizan.
Avîşay ji Dawid re got: “Îro Xwedê dijminê te da destê te. Bihêle ez bi rima wî bi yekcarî wî bimîxînim. Cara diduyan êdî ne lazim e ez lê bixim.”
Lê Dawid got: “Wî nekuje. Kî destê xwe dirêjî kifşkiriyê Xudan bike, wê sûcdar be.
Ez bi navê Xudanê Jîndar sond dixwim ku wê Xudan bi xwe lê bixe. Wê roja wî bê û bimire, yan jî wê di şer de bê kuştin.
Lê bila Xudan nehêle ku ez destê xwe dirêjî kifşkiriyê Xudan bikim. De ka rima li ber serê Şawûl û şerbikê wî yê avê hilde ku em herin.”
Bi vî awayî Dawid rimê li ber serê Şawûl û şerbikê avê hilda û çûn. Kesî ew nedîtin. Haya kesî ji wan nebû. Kesek jî hişyar nebû. Çimkî Xudan xeweke giran xistibû çavên wan.
Dawid derbasî aliyê din bû. Li serê girekî sekinî. Ew ji hev gelekî dûr bûn.
Dawid gazî leşkeran û Avnêrê kurê Nêr kir û got: “Ho Avnêro! Dengê min tê te?” Avnêr lê vegerand: “Tu kê yî ku gazî padîşah dikî?”
Dawid got: “Ma tu ne mêrxas î? Ma di nava gelê Îsraêl de kesekî wekî te heye? Te xweyê xwe, padîşahê xwe neparast. Ji bo ku wî bikuje, kesek hat û ket artêşgehê.
Te karê xwe nîvco hişt. Bi navê Xudanê Jîndar mirin heqê we hemûyan e! Çimkî we xweyê xwe, kifşkiriyê Xudan neparast. Ka here binêre, rima li ber serê padîşah û şerbikê wî ya avê li ku ye?”
Şawûl ev deng nas kir û got: “Dawid, lawo ev tu yî?” Dawid got: “Belê ezbenî, padîşahê min, ez im.
Ezbenî, tu çima berdidî min, berdidî xulamê xwe? Min çi kiriye? Sûcê min çi ye?
Lava dikim guhdariya xulamê xwe bike. Heke yê tu li dijî min rakirî Xudan e, bila qurbanekê qebûl bike. Lê heke ew kes mirov bin, bila nifriyên Xudan li wan bin! Çimkî got: ‘Here ji îlahan re xulamiyê bike!’ û min ji para Xudan dûr kirin.
Bila xwîna min li axa dûrî Xudan nerije. Padîşahê gelê Îsraêl wekî nêçîrvanê kewan çûye nêçîra kêçekê dike!”
Li ser vê yekê Şawûl got: “Min guneh kir. Kurê min Dawid vegere. Ez êdî xerabiyê li te nakim. Çimkî te îro qîmet da min. Bi rastî jî min bêaqilî kir, min şaşiyeke pir mezin kir.”
Dawid got: “Va ye rima padîşah! Bila zilamekî te were û hilde.
Xudan her kesî li gorî rastbûn û dilsoziya wî xelat dike. Îro Xudan tu dayî destê min, lê min nexwest destê xwe dirêjî kifşkiriyê Xudan bikim.
Îro min çawa qedir dabe te, bila Xudan jî qedir bide min û min ji her tengasiyê serbest bike.”
Şawûl got: “Kurê min Dawid, bila Xudan te pîroz bike! Tê karên mezin bikî û bi ser bikevî.” Paşê Dawid da rê çû, Şawûl jî vegeriya mala xwe.
Dawid ji xwe re got: “Ezê rojekê bi destê Şawûl bêm kuştin. Ji bo min riya baş ew e ku birevim welatê Filîstiyan. Wê gavê wê Şawûl, dev ji min berde û li seranserê welatê Îsraêl li min negere. Bi vî awayî ezê ji destê wî xwe xilas bikim.”
Dawid û şeş sed kesên pê re, bûn alîgirê Axîşê kurê Maokê Padîşahê Gatê.
Ew tevî malbatên xwe li Gatê li ba Axîş bi cih û war bûn. Her du jinên Dawid li ba wî bûn; Ahînoema Yîzreyêlî û Avîgayila kevnejina Navalê Karmelî.
Piştî ku Şawûl bihîst Dawid reviyaye Gatê, dev jê berda.
Dawid ji Axîş re got: “Heke ez bi dilê te xweş bim, li bajarên derdorê bila li cihekî biçûk bidin min ku ez li wir bijîm. Çimkî ez xulamê te, ne pêwist e bi te re, li bajarê padîşah bijîm.”
Axîş wê rojê bajarê Zîqlagê da wî. Loma heta îro jî Zîqlag digihîje padîşahên Cihûdayê.
Dawid li ser axa Filîstiyan salek û çar meh ma.
Di vê navberê de Dawid û zilamên xwe êrîş bir ser Geşûriyan, Gîrziyan û Emalêqiyan. Demeke dirêj bû ew li ser axekê dijiyan ku heta Şûrê û welatê Misrê berfireh bû.
Gava Dawid êrîşî herêmekê dikir, nedigot jin û mêr, tu kesî sax nedihişt. Pez û dewar, ker û deve, cil û berg talan dikir û ji Axîş re dianî.
Dema ku Axîş digot: “We îro êrîş biriye ser ku?” Dawid digot: “Me êrîş bir ser başûrê Cihûdayê, başûrê Yerahmeyêliyan û Qêniyan.”
Dawid ji bo ku tu kesî bi xwe re nebe Gatê, ne jin ne jî mêr tu kesî sax nedihişt. Çimkî wî digot: “Bila neçin Gatê û nebêjin: ‘Dawid wiha kir, wisa kir, li dijî me xeber nedin.’” Dawid li ser axa Filîstiyan çiqas ma ev yek berdewam kir.
Axîş her diçû bi Dawid ewle dibû û digot: “Dawid xwe li ber çavê gelê xwe Îsraêl reş kir. Loma jî heta hetayê wê bibe xulamê min.”
Wê gavê Filîstiyan yekîneyên xwe yên leşkerî kom kirin ku li dijî gelê Îsraêl şer bikin. Axîş ji Dawid re got: “Divê tu bizanibî ku tê bi zilamên xwe re, li ba min şer bikî.”
Dawid got: “Wê gavê tê jî bibînî ku xulamê te dikare çi bike.” Axîş got: “Baş e. Heta ku ez bijîm, ezê te ji bo xwe bikim peywirdarê parastinê.”
Samûêl miribû, tevahiya gelê Îsraêl ji bo wî ketibû şînê. Wî li bajarê wî Ramayê binax kiribûn. Şawûl jî cinbaz û kesên bi ruhan dişêwirîn ji welêt qewitandibû.
Filîstî kom bûn û çûne Şûnêmê û li wir artêşgehek danîn. Şawûl jî tevahiya gelê Îsraêl kom kir û li Çiyayê Gilboayê artêşgeh danî.
Şawûl dema ku artêşa Filîstî dît, gelekî tirsiya.
Her çiqas bi Xudan şêwirî be jî, Xudan ne bi xewnan, ne bi Ûrîm, ne jî bi riya pêxemberan bersiva Şawûl da.
Li ser vê yekê Şawûl wiha emir da peywirdarên xwe: “Ji min re jineke cinbaz bibînin ku ez bi saya wê şîretê bixwazim.” Peywirdaran got: “Li Eyn-Dorê jineke cinbaz heye.”
Şawûl cil û bergên cuda li xwe kirin û xwe guhert. Bi şev bi du kesan re çû û hat ba jina cinbaz. Ji jinikê re got: “Lava dikim ji bo min şêwra xwe bi ruhan bike û kesê ku ezê navê wî bidim, gazî wî bike.”
Lê jinikê jê re got: “Tu dizanî Şawûl çi kir? Kesên şêwra xwe bi cin û ruhan dikin ji welêt dûr xist. Tu dixwazî min jî bidî kuştin?”
Şawûl sond xwar û got: “Bi navê Xudanê Jîndar ji vê tu xerabî nagihêje te.”
Li ser vê yekê jinikê pirsî: “Ji bo te gazî kê bikim?” Şawûl got: “Ji bo min gazî Samûêl bike.”
Gava wê Samûêl dît, jinik bi dengekî bilind qîriya û got: “Tu Şawûl î! Te çima ez xapandim?”
Padîşah jê re got: “Netirse! Tu çi dibînî?” Jinikê got: “Ez îlahekî dibînim ku ji bin erdê derdikeve.”
Şawûl pirsî: “Dişibe çi?” Jinikê got: “Pîremêrekî ku xiftan li xwe kiriye, ber bi jor ve hildikişe.” Wê gavê Şawûl fêm kir ku ew Samûêl e. Deverû çû erdê.
Samûêl ji Şawûl re got: “Te çima gazî min kir û ez aciz kirim?” Şawûl wiha got: “Ez di nava tengasiyeke mezin de me. Filîstî li dijî min şer dikin, Xwedê jî pişta xwe da min. Êdî ji bo min ne bi riya pêxemberan, ne jî bi riya xewnan bersiv nade. Ji bo şêwrê min gazî te kir gelo ez çi bikim?”
Samûêl got: “Madem Xudan pişta xwe daye te û êdî ne bi te re ye, tu çima bi min dişêwirî?
Xudan bi riya min gotina xwe bi cih anî, padîşahiya te ji te stand û da Dawidê cîranê te.
Çimkî te guh neda dengê Xudan, te hêrsa wî ya dijwar nîşanî Emalêqiyan neda. Loma Xudan ev yek anî serê te.
Xudan wê te û gelê Îsraêl bide destê Filîstiyan. Sibê tu û kurên xwe, hûnê tevli min bibin. Wê Xudan artêşa gelê Îsraêl jî bide destê Filîstiyan.”
Şawûl jinişkave li erdê dirêj bû. Ji gotinên Samûêl pir tirsiya. Ji taqetê ketibû. Çimkî tevahiya şev û rojê nan nexwaribû.
Jinik nêzîkî Şawûl bû, dît ku ew di nav ecêbmayîneke mezin de ye. Jê re got: “Binêre koleya te li gotina te guhdarî kir. Min jiyana xwe avête xeterê û tiştê ku te ji min xwest min kir.
Lava dikim niha guhdariya vê koleyê bike. Bihêle ez hinekî xwarin deynim ber te. Ji bo ku tu bidî rê, divê tu xwarinê bixwî.”
Lê Şawûl got: “Ez naxwazim bixwim.” Lê bi zora xizmetkarên xwe û jinikê, bi ya wan kir, ji erdê rabû û li ser nivînan rûnişt.
Li mala jinikê golikekî qelew hebû. Jinikê ew bi lez serjê kir. Hevîr kir û nanê şikeva çêkir.
Danî ber Şawûl û peywirdarên wî. Wan jî xwarin. Paşê wê şevê rabûn û çûn.
Filîstiyan tevahiya artêşên xwe li Afêqê kom kirin. Îsraêliyan jî artêşgehek li keviya kaniya Yîzreyêlê danîbû û li wir diman.
Begên Filîstî bi yekîneyên xwe re dimeşiyan ku her yek ji wan ji sed an hezar mirovî pêk dihatin. Dawid û zilamên xwe jî tevî Axîş li pey wan dihatin.
Fermandarên Filîstiyan pirs kir û got: “Çi karê van Îbraniyan li vir heye?” Axîş ji wan re got: “Ev Dawid e. Ew xulamê Şawûlê Padîşahê gelê Îsraêl e. Ji salekî zêdetir e ku li ba min dimîne. Ji dema ku hatiye ba min heta îro, min jê tu xerabî nedîtiye.”
Lê fermandarên Filîstiyan ji Axîş hêrs bûn û gotin: “Vî zilamî paş ve bişîne, bila here cihê ku te daye wî. Bila bi me re neyê şer. Wê di şer de li dijî me derkeve. Wê bi çi awayî li ber xweyê xwe rûspî be? Wê riyeke baştir hebe ku ew zilamên me bikuje?!
Ma ev ne ew Dawid e ku di govendê de li ser wî digot: “‘Şawûl kuşt bi hezaran, Dawid kuşt bi deh hezaran’?”
Li ser vê yekê Axîş gazî Dawid kir û got: “Bi navê Xudanê Jîndar tu mirovekî rast î. Min dixwest tu bi min re beşdarî şer bibî. Ji roja ku tu hatî ba min heta niha, min tu tevgereke te ya çewt nedîtiye. Lê begên Filîstiyan ji te hez nekirin.
Niha bi xêr û silamet here! Li ber çavê begên Filîstiyan, tiştekî xerab neke.”
Dawid pirsî û got: “Lê min çi kir? Ji roja ku ez hatime ba te, te çi xerabiya min dîtiye ku ez bi xweyê xwe padîşah re neyêm şer?”
Axîş got: “Ez dizanim tu wekî milyaketekî Xwedê baş î, lê fermandarên Filîstiyan dibêjin: ‘Bila bi me re neyê şer.’
Tevî xulamên xweyê xwe yên ku bi te re hatin, serê sibê zû rabin, herin.”
Bi vî awayî Dawid û zilamên xwe, serê sibê rabûn û çûn welatê Filîstiyan. Filîstî jî çûn Yîzreyêlê.
Dawid û zilamên xwe roja sisêyan gihîştin bajarê Zîqlagê. Di vê navberê de Emalêqiyan êrîşî herêma Negev û Zîqlagê kiribû. Wan Zîqlag şewitandibûn.
Tu kesî nekuştibûn. Jinên wir, çi biçûk, çi mezin her kesê li wir êsîr kiribûn. Piştre hemûyan bi xwe re biribûn û çûbûn.
Dawid û zilamên xwe, dema hatin wir, fêm kirin ku, bajar hatiye şewitandin, jinên wan, kurên wan, keçên wan, hatine êsîrkirin.
Heta ku hêza wan qediya û bi dengekî bilind giriyan.
Herdu jinên Dawid, Ahînoema Yîzreyêlî û Avîgayila jinebiya Navalê Karmelî jî êsîr kiribûn.
Dawid di nava tengasiyeke mezin de bû. Ji ber ku, herkes li ber kur û keçên xwe diket û digot: “Em Dawid bidin ber keviran.” Lê Dawid, bi hêzgirtina ji Xwedayê xwe Xudan,
ji kurê Ahîmelek, kahin Aviyatar re got: “Ji min re êfodê bîne.”
Dawid bi Xudan şêwirî û got: “Ez bidim pey êrîşkarên siwarî, gelo ezê bigihîjim wan?” Xudan jê re got: “Bide pey wan tê bigihîjî wan û tê êsîran rizgar bikî.”
Li ser vê yekê, Dawid bi şeş sed kesên bi xwe re da rê û hatin Geliyê Besorê. Dused kesên ku nikaribûn gelî derbas bikin li wir man.
Çimkî ew ji hal ketibûn. Dawid, bi çar sed kesî re, da pey şopa êrîşkarên siwarî.
Li derve yekî Misrî dîtin û anîn ba Dawid. Xwarin û vexwarin danê.
Kadikek bastîqê hejîran û du weşî mêwîj jî danê. Gava zilam xwar, hat ser hişê xwe. Ev sê roj û sê şev bûn ku tiştek bi devê wî neketibû.
Dawid jê pirsî û got: “Tu kolê kê yî? Ji ku yî?” Wî got: “Ez Misrî me û xulamê Emalêqiyekî me. Berî niha bi sê rojan ez nexweş ketim, xweyê min, ez berdam.
Em çûbûn Negevê û me êrîşî Kerêtiyan kiribû li ser axa Cihûdayê û başûrê bajarê Kalêv. Me bajarê Zîqlagê jî şewitandibû.”
Dawid pirsî: “Tu dikarî min bibî ba wan êrîşkarên siwarî?” Yê Misrî got: “Heke tu li ber hizûra Xwedê sond bixwî ku tu min nekujî û nedî destê xweyê min, ezê te bibim ba wan.”
Bi vî awayî yê Misrî Dawid bir. Êrîşkarên siwarî li çar aliyan belav bûbûn. Ji talanên mezin ku ji welatê Filîstiyan û ji welatê Cihûdayiyan kom kiribûn, dixwarin û vedixwarin, kêf dikirin, dilîstin.
Dawid roja din, ji serê sibê heta danê êvarê li wan xist û kitek ji wan nehişt. Bi tenê çar sed xort xilas bûn ku li deveyan siwar bûbûn û reviyabûn.
Dawid terş û talanên ketibûn destê Emalêqiyan xilas kirin. Herdu jinên xwe jî anîn.
Xort, kal, kur, keç, malên talankirî, bi kurtahî, ji tiştên ku Emalêqî standibûn. Her tişt kamil û temam bû. Dawid hemûyan paş ve standin.
Tevahiya pez û dewaran jî anîn. Zilamên wî, ew ji heywanên din vediqetandin û digotin: “Ev talanê Dawid e.”
Dawid hat ba wan du sed kesan ku li Geliyê Besorê mabûn û ji hal ketibûn, nikaribûn bimeşin. Ew jî hatibûn pêşwaziya Dawid û kesên pê re. Dawid gava nêzîkî wan bû silav kir.
Lê mirovên bêxêr û xerab ku bi Dawid re çûbûn digotin: “Madem bi me re nehatin, em jî, ji talên tu par nedin wan. Bila jin û zarokên xwe hildin herin.”
Lê Dawid got: “Na birano! Xudan daye me û em nikarin wiha bikin. Wî em parastin û êrîşkarên siwarî da destê me.
Wê kî guh bide van gotinên we? Kesê diçe şer û kesê li ber hûr mûran dimîne, para wan yek e.”
Ji wê rojê û pê ve Dawid ev yek ji bo gelê Îsraêl kir rê û rêbaz ku ev tişt îro jî heye.
Dawid dema ku vegeriya Zîqlagê, malê talên da hevalên xwe ku hemû rîspiyên Cihûdayê bûn û ji wan re got: “Va ye talanê dijminên Xudan min wekî diyarî ji we re aniye.”
Paşê Bêt-Êl, Ramot-Negevê, Yattîr,
Eroêr, Sîfmot, Eştemoa
Raxala ku bajarên Qêniyan, Yerahmeyêliyan in,
Horma, Bor-Eşan, Etax,
ji bo kesên ku li Hevronê dimînin û ji cihên ku bi zilamên xwe re diçûnê, malê talên şand.
Filîstî bi gelê Îsraêl re ketin şer. Ew ji ber Filîstiyan reviyan. Gelek kuştî li Çiyayê Gilboayê ketin.
Filîstî ketin pey Şawûl û kurên wî. Wan Yonatan, Avînadav û Malkî-Şûayê kurên Şawûl kuştin.
Şer bi Şawûl re giran bû. Ew ji aliyê tîravêjên Filîstî ve hat birîndarkirin. Birîna wî xedar bû.
Şawûl ji çekdarê xwe re got: “Şûrê xwe bikişîne û li min bixe. Yan na, wê ev bêsinet bên, li min bixin û tinazên xwe bi min bikin.” Lê çekdarê wî gelek tirsiya û nexwest vê yekê bike. Li ser vê yekê Şawûl rabû şûrê xwe kişand û xwe avêt ser şûr.
Gava çekdar dît Şawûl miriye, wî jî xwe avêt ser şûrê wî û pê re mir.
Hema wê rojê Şawûl, sê kurên wî, çekdarê wî û tevahiya zilamên wî bi hev re mirin.
Gava gelê Îsraêl ê ku li aliyê din ê deştê û aliyê din ê Çemê Şerîayê dît ku artêşa gelê Îsraêl reviyaye û Şawûl û kurên wî jî mirine, wan jî bajarên xwe berdan û reviyan. Filîstî hatin û li wan bajaran bicih bûn.
Roja din Filîstî vegeriyan ku kuştiyan bişelînin. Wan cendekê Şawûl û her sê kurên wî jî li Çiyayê Gilboayê dîtin.
Wan serê Şawûl jêkir û çekên wî şelandin. Piştre wan qasid şandin seranserê welatê xwe ku vê xebera baş li malikên pûtên xwe û di nav gel de belav kirin.
Çekên Şawûl xistin perestgeha Eştoretê û cendekê wî li ser sûra Bêtşeanê mîx kir.
Lê gava şêniyên Yavêş-Gîladê bihîst ku Filîstiyan ev tişt aniye serê Şawûl,
hemû mêrxas rabûn û bi şev çûn Bêtşeanê. Wan cendekên Şawûl û kurên wî ji sûrê daxistin, birin Yavêşê û li wir şewitandin.
Piştre hestiyên wan hildan û di bin dargezeka li Yavêşê de veşartin. Heft rojan rojî girtin.
Piştî mirina Şawûl, Dawid li Emalêqiyan xist, bi ser ket û vegeriya Zîqlagê. Du rojan li wir ma.
Roja sisêyan, ji artêşgeha Şawûl, zilamek hat ku cilên wî çiriyabûn û xwelî li serê xwe kiribû. Gava nêzîkî Dawid bû, xwe li ber wî avête erdê.
Dawid jê pirsî û got: “Tu ji ku têyî?” Zilêm got: “Ez ji artêşgeha gelê Îsraêl reviyam û filitîm.”
Dawid got: “Çi bû? Ji min re bêje.” Zilam behsa reva leşkeran û mirina gelekên ji wan kir. Herwiha wî diyar kir ku di nav miriyan de Şawûl û Yonatanê kurê wî jî hene.
Dawid ji xort re got: “Tu ji ku dizanî ku Şawûl û kurê wî mirine?”
Xort got: “Wisa rast hat, ez jî li Çiyayê Gilboayê bûm. Şawûl xwe bi rima xwe girtibû. Siwarî û erebeyên şer ber pê ve dihatin.
Gava Şawûl zivirî û ez dîtim, gazî min kir. Min jî got: ‘Keremke, ez li vir im.’
“Şawûl pirsî: ‘Tu kî yî?’ Min got: ‘Ez ji Emalêqiyan im.’
“Şawûl got: ‘Were vir û min bikuje! Ji ber ku ez dixwazim ji êşên xwe rizgar bibim.’
Rabûm çûm û min ew kuşt. Min dizanibû gava bikeve erdê wê di cih de bimire. Min rahişt taca serê wî, bazbendê milê wî û ew anî vir, ji xweyê xwe re.”
Li ser vê yekê Dawid û kesên pê re kincên xwe çirandin.
Ji bo Şawûl, kurê wî Yonatan û Mala Îsraêl a gelê Xudan, heta êvarê giriyan, şîna wan kirin û rojî girtin. Çimkî ew hatibûn kuştin.
Dawid ji xort pirsî: “Tu ji ku yî?” Zilêm got: “Ez xerîb im, kurê Emalêqiyekî me.”
Dawid pirsî: “Ma tu netirsiyayî destê xwe li kifşkiriyê Xudan rakî û wî bikujî?”
Wî gazî zilamekî xwe kir û got: “Here wî bikuje.” Zilam jî li yê Emalêqî xist û ew kuşt.
Dawid ji Emalêqî re gotibû: “Ji xwîna xwe tu bi xwe berpirsiyar î. Ji ber ku bi gotina ‘Min, kifşkiriyê Xudan kuşt’ te bi devê xwe, şahidî li dijî xwe kir.”
Dawid bi vê lavijê şîna Şawûl û Yonatanê kurê wî kir.
Emir kir ku xelkê Cihûdayê vê lavija bi navê Kevan hîn bibe. Ew di Nivîsa Yaşar de hatiye nivîsandin.
“Ya Îsraêl, berziya te li bilindciyên hat kuştin, Mêrxas çawa ketin!
Agahiyê negihînin Gatê, Ne jî li kolanên Aşqelonê belav bikin. Herwiha, bila ne keçên Filîstî dilşa bin, Ne jî keçên bêsinetan bicoşin.
Ya Çiyayên Gilboayê, Bi ser we de ne xunav, ne jî baran bibare. Zeviyên we yên ku zad didin, bila nebin. Ji ber ku mertalê hêzdaran, Mertalê Şawûl, wê careke din neyê rûnkirin, Li wir li aliyekî hat avêtin!
Kevanê Yonatan, ji xwîna yên li erdê dirêjketiyan, Ji bedenên mêrxasan qet nehat kişandin. Şûrê Şawûl qet berhewa nebû.
Şawûl û Yonatan şîrîn û beşerxweş bûn, Di jiyan û mirinê de ji hev veneqetiyan. Ji teyran leztir, Ji şêran hêzdartir bûn.
Ya keçên gelê Îsraêl, ji bo Şawûl bigirîn! Wî hûn bi cilên sor dixemilandin Û bi kincên ji xemlên zêrîn dineqişandin.
Te dît mêrxas di şer de çawa ketin! Yonatan li ser bilindciyên te hat kuştin.
Ji bo te xemgîn im, birayê min Yonatan. Tu ji bo min pir hêja bûyî. Hezkirina te ji hezkirina jinê bêtir bû.
Mêrxas çawa ketin! Çekên şer qet neman!”
Piştî vê yekê Dawid ji Xudan pirsî û got: “Gelo ez neçim bajarekî Cihûdayê?” Xudan got: “Here.” Dawid pirsî: “Ez herim kîjan bajarî?” Xudan got: “Here Hevronê!”
Li ser vê yekê, Dawid bi herdu jinên xwe re çû wê derê, bi Ahînoema Yîzreyêlî û Avîgayila ku ji Navalê Karmelî bî mabû.
Tevli malbatên xwe, zilamên xwe jî birin. Ew li bajarê Hevronê û derdora wê bicih bûn.
Gelê Cihûdayê çûn Hevronê û li wê derê li ser Mala Cihûda Dawid wekî padîşah bi rûnkirinê kifş kir. Wan ji Dawid re got ku kesên Şawûl veşartine, Yavêş-Gîladî ne.
Dawid ji wan re qasid şandin û got: “Ji ber qenciya ku bi gorkirina wî, we ji xweyê xwe Şawûl re kir, Xudan we pîroz bike.
Xudan niha bila bi dilsozî û qencî bi we re tevbigere. Ji ber ku we ev yek kiriye, ezê jî bi eynî awayî qenciyê bi we bikim.
Xweyê we Şawûl mir. Niha hêzdar û mêrxas bin. Mala Cihûda ji bo bibim padîşah ez kifş kirim.”
Avnêrê kurê Nêr ê ku fermandarê artêşa Şawûl bû, Îşboşetê kurê Şawûl girtibû û bi xwe re biribû Mahanayîmê.
Avnêr ew li wê derê kir Padîşahê Gîladiyan, Geşûriyan, Yîzreyêliyan, Efrayîmiyan, Binyamîniyan û tevahiya gelê Îsraêl.
Gava Îşboşetê kurê Şawûl bû padîşah çil salî bû. Wî li ser gelê Îsraêl du salan padîşahî kir. Lê Mala Cihûda piştgiriya Dawid kir.
Dawid li Hevronê li ser Mala Cihûda heft sal û şeş mehan padîşahî kir.
Avnêrê kurê Nêr, bi zilamên Îşboşetê kurê Şawûl re ji Mahanayîmê çû Gîvonê.
Yoavê kurê Serûya û zilamên Dawid gihîştin ber Hewza Gîvonê û pêşwaziya wan kirin. Beşek ji wan li aliyekî hewzê, beşê din jî li aliyê din ê hewzê rûnişt.
Avnêr ji Yoav re got: “Lava dikim, bila ciwan rabin, li ber me şer bikin.” Yoav got: “Baş e, bila rabin şer bikin.”
Bi vî awayî, duwanzdeh mêrên ji aliyê Îşboşetê kurê Şawûl ku ji eşîra Binyamîn in û duwanzdeh zilamên ji aliyê Dawid in rabûn ser xwe.
Her yek ji wan, bi serê neyarên xwe girtin û xencerên xwe li kêlekên wan xistin, bi hev re li erdê ketin. Ji ber vê yekê, navê wê derê Helqat-Hassûrîm danîn.
Wê rojê şer gelekî dijwar derbas bû. Zilamên Dawid Avnêr û Îsraêliyan têk birin.
Sê kurên Serûyayê Yoav, Avîşay û Esahêl jî li wê derê bûn. Esahêl ku bi qasî xezaleke çolê bi lez baz dida.
Wî bêyî ku li çep û rastê xwe binêre, da pey Avnêr.
Dema ku Avnêr li pişt xwe nihêrî, jê pirsî: “Esahêl, tu yî?” Esahêl got: “Erê, ez im.”
Avnêr got: “An li milê rastê, an jî li milê çepê vegere. Ji ciwanan yekî bigire û çekên wan ji bo xwe bistîne.” Lê Esahêl nexwest ku dev ji Avnêr berde.
Avnêr careke din ji Esahêl re got: “Dev ji min berde! Çima ez te bikujim? Ezê paşê çawa li rûyê birayê te Yoav binêrim?”
Dema ku Esahêl nexwest dev jê berde, Avnêr bi nîçikê paşiya rima xwe li zikê wî xist. Rim di pişta wî re derket. Esahêl li wir ket û mir. Tevahiya kesên ku gihîştin cihê Esahêl lê ket û mir, li wir sekinîn.
Lê Yoav û Avîşay careke din da pey Avnêr. Gava roj çû ava, gihîştin Girê Ammayê ku li hember Giyahê ya li ser riya herêma çoltera Gîvonê ye.
Binyamînî li dora Avnêr civiyan. Ew bûn yek û li ser girekî sekinîn.
Avnêr bang li Yoav kir: “Ma wê şûr her û her mirovan tune bike? Tu fêm nakî ku ev bûyer wê bi jan bidawî bibe? Tê kengê fermanê bidî leşkerên xwe ku dev ji birayên te berdin?”
Yoav wiha got: “Bi navê Xwedayê Jîndar dibêjim ku heke te bang nekira, wê leşker heta sibehê dev ji dana pey birayên te bernedana.”
Paşê Yoav li boriyê xist û her kes sekinî. Ji wê gavê û pê vê, wan ne da pey gelê Îsraêl, ne jî li dijî wan şer kir.
Avnêr û zilamên wî, tevahiya şevê ber bi Geliyê Eravayê ve meşiyan. Ji Çemê Şerîayê derbas bûn û di ser riya Bîtronê re gihîştin Mahanayîmê.
Piştî ku Yoav dev ji Avnêr berda, artêş kom kir. Ji bilî Esahêl, ji zilamên Dawid nozdeh kes kêm bûn.
Wê rojê, zilamên Dawid Binyamînî yên ku pişta Avnêr digirtin têk biribûn û sê sed û şêst kesan kuştibûn.
Yoav û zilamên wî Esahêl birin, li Bêtlehemê di gora bavê wî de veşartin. Paşê tevahiya şevê meşiyan û şeveqê gihîştin Hevronê.
Şerê di navbera Mala Şawûl û Mala Dawid de demeke dirêj dom kir. Dawid her ku diçû xurt dibû, lê mala Şawûl her ku diçû qels dibû.
Kurên Dawid ên ku li Hevronê jê re çêbûn ev in: Kurê pêşî Amnonê ji Ahînoema Yîzreyêlî,
yê diduyan Kîlavê ji Avîgayila jinebiya Navalê Karmelî, yê sisêyan Avşalomê ji Maexaya keça Talmayê Padîşahê Geşûrê,
yê çaran Adoniyayê ji Haggîtê, yê pêncan Şefatyayê ji Avîtalê,
yê şeşan Yîtreyamê ji Eglayê bû. Egla jî jineke Dawid bû. Hemû ev kurên Dawid li Hevronê çêbûn.
Gava şerê di navbera Mala Şawûl û Mala Dawid de dom dikir, di Mala Şawûl de Avnêr bihêz dibû.
Cariyeyeke bi navê Rispa ya Şawûl hebû ku Keça Ayayê bû. Rojekê Îşboşet ji Avnêr pirsî: “Tu çima bi cariyeya bavê min re razayî?”
Avnêr bi pirsa Îşboşet pir hêrs bû û got: “Ma ez kûçik im ku meyla Cihûdayê bikim? Ez îro bi xwe jî girêdayî malbat, bira û hevalên Şawûl im. Min te neda destê Dawid. Lê îro ji rûyê vê jinikê tu min tawanbar dikî.
Bila Xwedê wisa xerab bîne serê min û zêdetir jî bi min bike, heke ez vê yekê ji bo Dawid nekim. Çimkî Xudan sond xwaribû.
Ezê ji Îsraêl û Cihûdayê ku ji Danê heta Beêr-Şevayê ye, padîşahiya Dawid ava bikim.”
Îşboşet ji Avnêr tirsiya, loma jî tiştekî jê re negot.
Avnêr bi navê xwe qasid şandin û got: “Ma welat, welatê kê ye? Bi min re peymanekê çêke, wê gavê ezê jî, ji bo ku tevahiya gelê Îsraêl bikeve bin destê te, li alî te bim.”
Dawid got: “Baş e. Ezê bi te re peymanekê çêkim. Lê ez ji te vê yekê dixwazim: Dema ku tê bêyî dîtina min, keça Şawûl Mîkalê jî bîne. An na tê min nebînî.”
Ji aliyê din ve, Dawid bi riya qasidan ji Îşboşetê kurê Şawûl re ev agahî şand: “Jina min Mîkal bide min ku beramberî çermên sinetkirina sed Filîstiyan bûbû dergistiya min.”
Li ser vê yekê Îşboşet ji bo ku ji mêrê wê Paltiyêlê kurê Layîş bê standin û anîn qasid şandin.
Mêrê wê bi girî heta Bahûrîmê jina xwe şopand. Paşê gava Avnêr jê re got: “Vegere” Ew vegeriya.
Avnêr û rîspiyên gelê Îsraêl hev dîtibûn û Avnêr ji wan re gotibû: “Ev demek e ku hûn dixwazin Dawid bibe padîşahê we.
Niha vê yekê pêk bînin. Ji ber ku Xudan, li ser Dawid wiha gotibû: ‘Bi qasidiya xulamê xwe Dawid, ezê gelê xwe Îsraêl ji destê Filîstiyan û hemû dijminan rizgar bikim.’”
Avnêr û Binyamîniyan jî hev dîtin, Avnêr ji bo her tiştê ku ji bo tevahiya Îsraêl û tevahiya Mala Binyamîn baş bû ragihîne Dawid çû Hevronê.
Avnêr tevli bîst mirovan gihîşt Hevronê ba Dawid. Dawid ji Avnêr û ji yên pê re şahiyek li dar xist.
Avnêr ji Dawid re got: “Ez yekser herim, tevahiya gelê Îsraêl li ba xweyê xwe padîşah kom bikim ku bi te re peymanek bikin. Tu jî bikaribî her derê ku dil dikî birêve bibî.” Li ser vê yekê Dawid Avnêr şand û ew jî bi xêr û silamet çû.
Hema wî çaxî, zilamên Dawid û Yoav ji êrîşekê vegeriyabûn. Wan bi xwe re gelek malê talên anîbûn. Lê Avnêr li Hevronê ne li ba Dawid bû. Çimkî Dawid ew şandibû, ew bi xêr û silamet çûbû.
Dema ku Yoav û hemû leşkerên pê re gihîştin Hevronê, ji Yoav re ragihandin ku Avnêrê kurê Nêr hatiye ba padîşah, padîşah ew şandiye, ew bi xêr û silamet çûye.
Yoav çû ba padîşah û got: “Te çi kir? Binêre Avnêr hatiye heya ber lingê te! Te çima ew berda? Ji zû ve ye ku çûye!
Tu Avnêrê kurê Nêr dinasî! Ew hatiye ku te bixapîne, hîn bibe tu diçî û têyî ku derê û tu çi dikî.”
Yoav dema ji ba Dawid derket, li du Avnêr qasid şandin. Qasid, Avnêr ji Sarinca Sîrayê paş ve anîn. Lê haya Dawid ji vê yekê tunebû.
Dema ku Avnêr zivirî Hevronê, Yoav bi hinceta hevdîtineke taybet a pê re, ew bir ber dergehê bajêr. Ji ber ku xwîna Esahêlê birayê wî rijandibû, Yoav li wê derê zikê Avnêr da ber şûran û ew kuşt.
Dema Dawid ev xeber bihîst got: “Li ber Xudan ez jî, padîşahiya min jî, ji berpirsiyariya xwîna Avnêrê kurê Nêr, her û her bêrî ne.
Bila berpirsiyarê vî sûcî, Yoav û tevahiya mala bavê wî bin. Bila ji Mala Yoav kesên bi nêm, yên ku bi nexweşiya çerm ketine, kesên li ser daran, kuştiyên şûran, kesên birçî, qet kêm nebin!”
Bi vî awayî Yoav û birayê wî Avîşay, Avnêr kuştin. Ji ber ku Avnêr di şerê Gîvonê de Esahêlê birayê wan kuştibû.
Paşê Dawid ji Yoav û ji hemû kesên pê re got: “Cilên xwe biçirînin û çûx li xwe bikin. Li ber termê Avnêr şînê bikin!” Dawidê Padîşah jî li pey cenaze meşiya.
Avnêr li Hevronê binax kirin. Padîşah li ser gora Avnêr bi dengekî bilind giriya. Hemû kesên pê re jî giriyan.
Paşê padîşah jî şîn kir. Wî xwe avêt ser Avnêr û got: “Ma divê Avnêr wekî ehmeqekî bimira?
Destên te negirêdayî bûn, zincîr li piyên te nexistibûn. Lê tu mîna kesekî ku li ber xeraban bikeve ketî!” Her kes ji bo Avnêr dîsa giriya.
Gel li dora Dawid civiya. Gelekî xwestin ku beriya bibe êvar tiştekî bixwe, lê Dawid sond xwar û got: “Heta tav hebe, ezê ne nan ne jî tiştekî din bixwim. Heke na bila Xwedê eynî tiştî û jê jî xerabtir bîne serê min!”
Herkes ev yek pejirand û çawa ku bi her tiştên padîşah dikir, dilxweş dibûn, bi vê yekê jî dilxweş bûn.
Wê rojê hemû gelê Îsraêl fêm kir ku di kuştina Avnêrê kurê Nêr de, tiliya padîşah tuneye.
Padîşah ji zilamên xwe re got: “Ma hûn nizanin ku îro li welatê Îsraêl serek û zilamekî mezin miriye?
Rast e, ez padîşahekî kifşkirî me, lê îro bêhêz im. Kurên Serûyayê ji min hişktir û dijwartir in. Bila Xudan bersiva xeraban, li gorî xerabiya wan bide.”
Îşboşetê kurê Şawûl li Hevronê bû û bi kuştina Avnêr tirsiya. Tevahiya gelê Îsraêl jî di nav tirsekê de bû.
Du serekrêbirên Îşboşet hebûn. Ew kurên Rîmmonê Beêrotî bûn. Ji eşîra Binyamînî bûn. Navê yekî Baena, yê din Rêxav bû. Beêrot ji eşîra Binyamîn dihat hesibandin.
Beêrotî reviyabûn Gittayîmê. Heta îro jî li wir bi xerîbî dimînin.
Kurekî Yonatanê kurê Şawûl hebû ku navê wî Mefîboşet bû. Lingên wî kulek bûn. Dema xebera mirina Şawûl û Yonatan ji Yîzreyêlê gihîşt, Mefîboşet pênc salî bû. Dadika wî jî ew hilgirtibû û revandibû. Lê di lezandina revê de, zarok ketibû û kulek bûbû.
Rêxav û Baenayê kurên Rîmmonê Beêrotî, bi rê ketin. Dema di germa nîvro de gihîştin mala Îşboşet, Îşboşet pal dabû û bêhna xwe dida.
Çawa ku genim bistînin ketin nav malê. Wê demê Îşboşet li odeya razanê li ser cihê xwe, dirêjkirî bû.
Zilaman lê xist û ew kuşt. Wan serê wî jê kir û bi xwe re bir. Rêxav û Baenayê birayê wî reviyan û tevahiya şevê di riya Eravayê de meşiyan.
Serê Îşboşet anîn Hevronê ba Dawidê Padîşah û gotin: “Va ye serê Îşboşetê kurê Şawûlê dijminê te ku dixwest te bikuje! Xudan îro heyfa xweyê min padîşah ji Şawûl û ji ziriyeta wî stand.”
Lê Dawid ji kurên Beêrotê Rîmmonî, Rêxav û birayê wî Baena re got: “Ez bi navê Xudanê Jîndar ku canê min ji hemû tengasiyan rizgar kiriye,
dibêjim min zilamê ku mirina Şawûl ji min re aniye ku jê kirî xebereke baş aniye, zevt kir û li Zîqlagê kuşt. Xelata ku min ji bo wê xeberê dabûyê ev bû!
Xilasiya mirina kesên xerab ku yekî rast li mala wî, di nav nivînên wî de kuştiye tuneye! Niha ezê we heyfa wî ji we nestînim û ji rûyê erdê rakim?”
Paşê emir li zilamên xwe kir û herdu bira li wir hatin kuştin. Dest û piyên wan jêkirin û cendekê wan li kêleka hewza Hevronê daleqandin. Serê Îşboşet jî birin û li Hevronê di gora Avnêr de veşartin.
Hemû eşîrên Îsraêl çûn Hevronê û hatin ba Dawid. Wan jê re got: “Em xwîn û goştê te ne.
Dema Şawûl padîşahê me bû, tu fermandarê gelê Îsraêl bûyî. Xudan ji te re got: ‘Tê bibî şivanê gelê min Îsraêl. Tê li ser gelê Îsraêl bibî serwer.’”
Hemû rîspiyên gelê Îsraêl li Hevronê hatin ba Dawidê Padîşah û wî li wir li ber Xudan bi wan re peymanek çêkir. Wan jî Dawid wekî Padîşahê gelê Îsraêl kifş kir.
Gava Dawid bû padîşah sî saliya bû. Wî çil salan padîşahî kir.
Li Hevronê heft sal û şeş mehan ji Cihûdayê re, li Orşelîmê jî sî û sê salan ji hemû Îsraêl û Cihûdayê re padîşahî kir.
Padîşah bi zilamên xwe re çû Orşelîmê ku êrîşî Yevûsiyên şêniyên bajêr. Yevûsiyan ji Dawid re got: “Tê nekevî vê derê! Kor û kulek jî dikarin zora te bibin.” Wiha difikirîn: “Dawid nikare bikeve vir.”
Lê Dawid asêgeha Siyonê bi dest xist. Paşê navê wê bû Bajarê Dawid.
Dawid wê rojê wiha got: “Her kî ku Yevûsiyan têk bibe, bila ew di coya avê re êrîşî ‘Kor û kulekan’ bike ku Dawid ji wan nefret dike.” Sedema ku dibêjin “Kor û kulek nikarin bikevin malê” ev e.
Dawid li asêgehê rûnişt. Ji ber vê yekê navê “Bajarê Dawid” lê kiribû. Wî ji Mîlloyê destpê kir, derdorê ber bi hêla hundir ve ava kir.
Her ku diçû hêza Dawid mezintir dibû. Xwedayê Karîndar Xudan pê re bû.
Hîramê Padîşahê Sûrê ji Dawid re qasid, darên sedrê, necar û hosteyên keviran şandin ku ji bo Dawid qesrek çêkir.
Bi vî awayî Dawid fêm kir ku Xudan ew li ser gelê Îsraêl kir padîşah û ji bo gelê wî Îsraêl padîşahiya wî mezin kir.
Piştî ku Dawid ji Hevronê vegeriya, li Orşelîmê ji xwe re zêdetir carî û jin anîn. Dawid careke din bû bavê kur û keçan.
Navê zarokên wî yên ku li Orşelîmê çêbûn ev in: Şammûa, Şovav, Natan, Silêman,
Yîvhar, Êlîşûa, Nefeg, Yafiya,
Êlîşama, Êlyada û Êlîfelet.
Gava Filîstiyan bihîst ku Dawid li ser gelê Îsraêl wekî padîşah hatiye kifşkirin, hemû artêşa Filîstî ji bo li Dawid bigerin ketin rê. Gava Dawid bi vê yekê hesiya, ew çû asêgehê.
Filîstî hatibûn, li Deşta Refayîmê belav bûbûn.
Dawid ji Xudan pirs kir û got: “Ez êrîşî Filîstiyan bikim, tê wan bidî destê min?” Xudan jê re got: “Bike, ezê bêguman bidim destê te.”
Li ser vê yekê Dawid çû Baal-Perasîmê û li wir Filîstî têk birin. Paşê wî got: “Çawa ku lehî hildiweşîne, Xudan jî dijminên min ji pêşiya min hilweşandin.” Ji ber vê yekê, navê wir danîn Baal-Perasîm.
Filîstiyan pûtên xwe li wir hiştin. Dawid û zilamên wî wan birin û çûn.
Filîstî careke din hatin, li Deşta Refayîmê belav bûn.
Dawid ji Xudan pirsî. Xudan jê re got: “Ji vî alî ve êrîş neke! Wan ji paş ve dorpêç bike û li ber darên belesanê êrîşî wan bike.
Dema te ji jora darên belesanê dengê meşê bihîst, bilezîne. Çimkî Xudan da pêşiya te û wê artêşa Filîstiyan têk bibe.”
Çawa ku Xudan lê emir kiriye, Dawid wiha kir. Wî Filîstî ji Gevayê heta Gezerê têk birin.
Dawid hemû zilamên bijare yên gelê Îsraêl civandin. Hejmara wan sî hezar kes bû.
Dawid û artêşa wî rabûn çûn Baaleya Cihûdayê ku Sindoqa Xwedayê ku bi navê Xudanê Karîndar tê zanîn û li ser xerûban text çêkiriye, bînin.
Sindoqa Xwedê, ji mala Avînadavê li ser gir hildan û danîn ser erebeyeke nû. Herdu kurên Avînadav, Ûzza û Ahyo erebeya nû ya ku Sindoqa Xwedê li ser bû, diajotin. Ahyo li pêşiya Sindoqê dimeşiya.
Dawid û tevahiya Mala Îsraêl li ber Xudan, bi hemû hêza xwe bi çeng, tembûr, def, zîl û zengilan şahî kir.
Dema gihîştin Bêndera Naxon ga terpilîn. Ûzza destê xwe dirêj kir ku Sindoqa Xwedê bigire.
Hêrsa Xudan li Ûzzayê ku bi bêrûmetî tevgeriya, rabû û wî li erdê xist. Ew li wir, li ba Sindoqa Xwedê mir.
Dawid hêrs bû ku Xudan li Ûzza xist. Ji wê rojê û pê ve ji vir re Peres-Ûzza tê gotin.
Dawid wê rojê ji Xudan tirsiya û got: “Çawa dibe ku Sindoqa Xudan tê ba min?”
Wî êdî nexwest ku Sindoqa Xudan bibe Bajarê Dawid, ba xwe. Wî ew bir mala Ovêd-Edomê Gatî.
Sindoqa Xudan sê mehan li mala Ovêd-Edom Gatî ma. Xudan Ovêd-Edomê û hemû malbata wî pîroz kir.
Ji Dawidê Padîşah re hat gotin: “Xudan ji ber Sindoqa Xwedê Ovêd-Edom, hemû malbata wî û her tiştê wî pîroz kir.” Bi vî awayî Dawid çû û Sindoqa Xwedê ji mala Ovêd-Edom bi kêfxweşî anî Bajarê Dawid.
Yên ku Sindoqa Xudan hildigirtin piştî ku şeş gav avêtin, Dawid gayek û golikekî dermale qurban kirin.
Dawidê ku kirasê kahintiyê yê kitan li xwe kiribû, li hizûra Xudan bi hemû hêza xwe direqisî.
Dawid û tevahiya Mala Îsraêl, bi qîrînên şahiyê û dengê boriyê, Sindoqa Xudan dianî.
Gava Sindoqa Xudan hat Bajarê Dawid, Mîkala keça Şawûl di pencereyê re nêrî. Dema wê dît Dawidê Padîşah li hizûra Xudan direqise û lotikan davêje, Mîkalê di dilê xwe de ew kêm dît.
Wan Sindoqa Xudan anî û li cihê wî, li nav konê ku Dawid ji bo wê çêkiriye danî. Dawid qurbanên aştiyê û şewitandinê pêşkêşî Xudan kirin.
Piştî ku Dawid qurbanên aştiyê û şewitandinê pêşkêş kirin, wî bi navê Xudanê Karîndar gel pîroz kir.
Wî li her kesekî ji civaka Îsraêl, çi jin çi mêr, nanek, bastîqê tirî û bastîqê xurmeyan belav kirin. Paşê hemû vegeriyan malên xwe.
Gava Dawid ji bo pîrozkirina malbata xwe vegeriya, Mîkala keça Şawûl derket derve ku pêşwaziya wî bike. Ji Dawid re got: “Padîşahê gelê Îsraêl îro çi navekî xweş bi pey xwe xist! Mîna kesekî bêqîmet, te xwe li ber cariyeyên xulamên xwe tazî kir.”
Dawid got: “Ez li ber Xudan reqisîm. Çimkî wî ez li cihê bavê te û hemû ziriyeta wî hilbijartim û wekî serwer li ser gelê xwe Îsraêl şandim! Helbet ezê li ber Xudan bireqisim!
Bi ser de ezê xwe ji vê û zêdetir jî biçûk bixim, ezê di çavê xwe de nizim bim. Lê ew cariyeyên ku tu behsa wan dikî, wê min rûmetdar bikin.”
Mîkala keça Şawûl heta roja mirinê jî zarok neanîn.
Padîşah li qesra xwe rûnişt. Xudan jî ew ji ber hemû dijminên derdora wî aramî da wî.
Padîşah ji Natanê Pêxember re got: “Va ye, ez di mala dara sedrê de rûdinim. Lê Sindoqa Xwedê di bin perdeyên konî de ye!”
Natan ji padîşah re got: “Here hemû tiştên tu difikirî pêk bîne. Xudan bi te re ye.”
Wê şevê gotina Xudan ji Natan re hat û got:
“Here ji xulamê min Dawid re bêje: ‘Xudan wiha dibêje: Ma tê ji min re malekê ava bikî ku ez tê de rûnim?
Ji roja ku min gelê Îsraêl ji Misrê deranî û vir ve, ez di malê de qet rûneniştime. Ez di konekî û meskenekî de vir de wir de diçûm û dihatim.
Li her dera ku ez bi tevahiya gelê Îsraêl re çûmê, ma min heta îro ji dadgerekî ku min emir kir ku şivantiya gelê min Îsraêl dike re gotiye: We çima ji bo min maleke ji dara sedrê ava nekir?’
“Niha ji xulamê min Dawid re bêje: ‘Xudanê Karîndar wiha dibêje: Min tu ji mêrgan, ji şivantiya ber pêz anî ku tu bibî serwerê gelê min Îsraêl.
Tu bi ku ve diçûyî, ez bi te re bûm. Min hemû dijminên te, ji ber te tune kirin. Ezê navê te bikim wekî navekî mirovên mezin ên vê dinyayê.
Ezê ji bo gelê xwe Îsraêl cihekî kifş bikim û li wir daçikînim ku li welatê xwe rûnin û careke din neyên acizkirin. Wê kesên xerab jî wekî demên berê,
ji rojên min dadger li ser gelê Îsraêl kirş kirin, êdî zordarî nekin. Ezê ji ber tevahiya dijminên te rihetiyê bidim te. “‘Ez Xudan dibêjim, ezê ji te re malekê ava bikim.
Dema tu bimirî û bigihîjî bav û kalên xwe, ezê piştî te yekî ji ziriyeta te derînim û padîşahiya wî xurt bikim.
Wê ji bo navê min malekê ava bike. Ezê jî textê padîşahiya wî her û her bidomînim.
Ezê bibim bavê wî, wê bibe kurê min. Dema ku ji rê derkeve, ezê bi darê mirovan, bi lêdana mirovan wî bînim rê.
Lê ezê dilsoziya xwe jê texsîr nekim. Ew kerema ku min li ber te ji Şawûl standibû, lê ezê tu caran ji te nestînim.
Wê mal û padîşahiya te her û her bidomînin. Wê textê te her û her xurt bimîne.’”
Natan li gorî tevahiya van gotin û vê dîtiniyê ji Dawid re got.
Li ser vê yekê Dawidê Padîşah hat li ber Xudan rûnişt û wiha got: “Ya Reb Xudan, ez kî me û mala min çi ye ku te ez anîm vê rewşê?
Ya Reb Xudan, di çavê te de ev tiştekî biçûk bû. Li ser pêşeroja mala vî xulamê xwe jî te soz da. Ya Reb Xudan, tu çawa ku ez mirovekî mezin bim, li min mêze dikî!
Ka ez wekî din çi dikarim ji te re bêjim! Ji ber ku ya Reb Xudan, tu xulamê xwe nas dikî.
Ji bo xatirê gotina xwe û li ser daxwaza xwe, te ev mezinahî kir ku xulamê xwe wan bizane.
“Tu mezin î, ya Reb Xudan! Yekî wekî te tuneye. Ji xeynî te Xwedê tuneye! Me ev hemû bi guhên xwe bihîstine.
Li dinyayê miletekî ku bişibe gelê te Îsraêl tuneye. Tu rabûyî ku wan rizgar bikî û wan bikî gelê te. Te bi karên mezin û tirsehêz nav û deng da. Te miletên din û îlahên wan, ji ber gelê xwe qewitandin ku te ew ji bo xwe ji Misrê rizgar kiribû.
Te gelê xwe Îsraêl ji bo xwe xurt kir û ji bo herheyî kir gelê xwe. Ya Xudan, tu jî bûyî Xwedayê wan!
“Ya Xwedê Xudan, bila gotina xwe ya te li ser xulamê xwe û mala wî gotibû, heta hetayê pêk bîne. Çawa ku te got bike.
Wê navê te bi gotina ‘Xudanê Karîndar, Xwedayê gelê Îsraêl e,’ heta hetayê mezin be. Wê Mala Dawidê xulamê te jî li ber çavê te xurt bibe.
“Ya Xudanê Karîndar, Xwedayê Îsraêl! Te ji xulamê xwe re got: ‘Ezê ji bo te xanedanekê deynim.’ Ji ber vê yekê xulamê te wêrek bû ku li hizûra te duayê bike.
Ya Reb Xudan, tu Xwedê yî! Gotinên te rast in û te ji xulamê xwe re ev tişta baş got.
Niha ji bo ku heta hetayê li ber te bidome, ez ji te lava dikim ku tu mala xulamê xwe pîroz bikî. Ya Reb Xudan, te soz da û ji bo ku te ew pîroz kir, wê mala xulamê te heta hetayê pîroz bimîne.”
Piştî demekê Dawid Filîstî têk birin û kirin bin dest. Wî Meteg-Ammayê ji destê Filîstiyan stand.
Wî Moavî jî têk birin. Wan bi awayekî dirêjkirî rêz kirin û bi benikê pîva. Herdu rêzên ku pîva kuşt, rêzek hemû sax hişt. Moavî bûn xulam û bacdarên Dawid.
Dawid, Hadadezerê kurê Rehovê Padîşahê Sovayê têk bir. Wî dixwest careke din padîşahiya xwe li Çemê Feratê ava bike.
Dawid hezar û heft sed siwarî û bîst hezar leşkerên peya jê girtin. Ji bilî sed hespên erebeyên şer, wî hemû hesp seqet kirin.
Gava Aramiyên Şamê ji bo ku piştgiriya Hadadezerê Padîşahê Sovayê bikin hatin, Dawid ji Aramiyan bîst û du hezar kes kuştin.
Paşê li welatê Aramiyên Şamê, leşkerên xwe bi cih kirin. Ew jî bûn xulam û bacdarên wî. Dawid bi ku ve çû Xudan ew bi ser xist.
Dawid mertalên zêr ên di destên fermandarên Hadadezer de hildan û ew birin Orşelîmê.
Herwiha ji Betah û Bêrotayê gelek tûnc talan kir ku ev herdu bajar di bin destê Hadadezer de bûn.
Gava Toiyê Padîşahê Hamayê bihîst ku Dawid hemû artêşa Hadadezerê têk bir,
wî Yoramê kurê xwe şand ba Dawidê Padîşah ku silavê bide wî û serketina wî ya li dijî Hadadezer pîroz bike. Çimkî Toî li dijî Hadadezer şer dikir. Di destê Yoram de diyariyên zêr, zîv û tûnc hebûn.
Dawidê Padîşah ew diyarî, tevî zêr û zîvên ji hemû miletên ku têk biribûn, ji Xudan re bexişandin.
Çimkî wî Aramî, Moavî, Emmonî, Filîstî û Emalêqî û Hadadezerê kurê Rehovê Padîşahê Sovayê talan kirin.
Nav û dengê Dawid bilind bû. Gava vegeriya li Geliyê Xwê hijdeh hezar Edomî kuştin.
Li her derên Edomê leşkerên xwe bi cih kirin. Hemû Edomî bûn xulamên Dawid. Xudan li her derî Dawid serfiraz kir.
Dawid li ser tevahiya gelê Îsraêl padîşahî kir. Wî rastî û edalet da gelê xwe.
Yoavê kurê Serûya serleşkerê artêşê bû. Yehoşafatê kurê Ahîlûd dîroknivîsê dewletê bû.
Sadoqê kurê Ahîtûv û Ahîmelekê kurê Aviyatar kahin bûn. Seraya nivîsende bû.
Benayayê kurê Yehoyada serekê Kerêtî û Peletiyan bû. Kurên Dawid jî kahin bûn.
Dawid pirsî û got: “Kesê saxmayî yên ji Mala Şawûl, ji bo xatirê Yonatan qenciyê lê bikim maye?”
Bi navê Sîva xulamekî Mala Şawûl hebû. Ew anîn ba padîşah. Dawid jê pirsî: “Sîva tu yî?” Wî jî got: “Belê ez im, ezbenî.”
Padîşah pirsî: “Gelo ji Mala Şawûl kesek sax maye ku ez qenciya Xwedê nîşanî wî bidim?” Sîva got: “Kurekî Yonatan heye ku ji herdu lingan kulek e.”
Padîşah pirsî: “Ew li ku ye?” Sîva bersiv da û got: “Li Lo-Devarê, li mala Maxîrê kurê Emmiyêl e.”
Li ser vê yekê, padîşah ji mala Maxîr gazî kurê Yonatan kir.
Dema ku ew hat ba Dawid, li ber wî xwe tewand. Dawid got: “Mefîboşet tu yî?” Mefîboşet lê vegerand: “Belê ez im ezbenî.”
Dawid jê re got: “Netirse. Ji bo xatirê bavê te Yonatan, ezê qenciyê li te bikim. Hemû axa bapîrê te Şawûl ezê li te vegerînim. Tê herdem li ser sifra min xwarinê bixwî.”
Mefîboşet serê xwe tewand ber xwe û got: “Ma ez xulamê te kî me ku tu bi kûçikekî wekî min mirî re eleqedar dibî?”
Dawidê Padîşah şand pey Sîvayê xulamê Şawûl û jê re got: “Min her tiştên ku ji berê de yên Şawûl û malbata wî bûn da neviyê wî Mefîboşet.
Tu, kurên xwe û xulamên xwe hûnê axa wî bajon û berê wan jê re bibin ku pêdiviya xwarina neviyê mezinê we peyda bibe. Wê neviyê xweyê te Mefîboşet, herdem li ser sifra min xwarinê bixwe.” Panzdeh kur û bîst xulamên Sîva hebûn.
Sîva got: “Ezê hemû fermanên xweyê xwe padîşah pêk bînim.” Mefîboşet wekî kurekî padîşah li ser sifra wî xwarin xwar.
Bi navê Mîka kurekî biçûk ê Mefîboşet hebû. Hemû kesên Sîva xizmeta Mefîboşet dikir.
Mefîboşet li Orşelîmê dima. Herdem nanê li ser sifra padîşah dixwar. Ew ji herdu piyên xwe kulek bû.
Piştî demekê Padîşahê Emmoniyan mir û kurê wî Hanûn li cihê wî bû padîşah.
Dawid ji xwe re got: “Çawa ku bavê wî bi min re dilsoz bû, ezê jî bi Hanûnê kurê Nahaş re dilsoz bim.” Li ser mirina bavê wî, ji bo sersaxiyê, xulam şandin ba Hanûn. Gava xulamên Dawid gihîştin welatê Emmoniyan,
serekên Emmoniyan ji Hanûnê xweyê xwe re got: “Ji bo ku Dawid ev zilam şandin ba te, tu dibêjî qey, Dawid rêzdariya wî li gel bavê te heye? Gelo dibe ku Dawid ew zilam ji te re şandibin ku bajêr nas bikin, sixûriyê bikin û hilweşînin?”
Li ser vê yekê, Hanûn xulamên Dawid desteser kirin û nîvên rihên wan qusandin. Kirasên wan heta qorikê birîn û ew şandin.
Gava Dawid hesiya, wî şand pey wan. Çimkî zilamên wî pir rezîl bûn. Padîşah got: “Heta rihê we dirêj bibe, li Erîhayê bimînin, paşê vegerin.”
Gava Emmoniyan dît ku li ber çavê Dawid reş bûne, wan xeber şand Bêt-Rehov û Sovayê. Bîst hezar leşkerên peya yên Aramî, Padîşahê Maexayê û hezar leşkerên wî ji gelê Tovê jî duwanzdeh hezar zilam kirê kirin.
Gava Dawid ev yek bihîst, Yoav û tevahiya mêrxasên artêşê şandin.
Emmonî rabûn, li ber dergehê bajêr tevdîra şer kir. Aramiyên Sova û Rehovê û gelên Tov û Maexa jî li çola derveyî bajêr amadehiya şer kir.
Gava Yoav li pêş û paş yekîneyên neyaran dîtin, wî hinek leşkerên bijare yên gelê Îsraêl hilbijartin û ew li dijî Aramiyan rêz kirin.
Yekîneyên mayî, wî xistin bin fermandariya Avîşayê birayê xwe û wan li dijî Emmoniyan tevdîra şer kir.
Yoav got: “Heke Aramî zora min bibin, were aliyê min. Lê heke Emmonî zora te bibin, ezê bêm aliyê te.
Hêzdar bin! Ji bo xatirê bajarên gelê xwe û Xwedayê xwe, divê em wêrek bin! Bila Xudan bi ya xwe bike.”
Dema Yoav û kesên pê re, ji bo li dijî Aramiyan şer bikin xwe avêtin pêşiyê, Aramî ji ber wan reviyan.
Emmoniyên ku dîtin Aramî direvin, ji ber Avîşay reviyan û ketin bajêr. Wê gavê Yoav ji şera Emmoniyan çû vegeriya Orşelîmê.
Gava Aramiyan dît ku ew li ber gelê Îsraêl têk çûn, hatin ba hev.
Hadadezer şand pey Aramiyên li rojhilatê Feratê û ew hatin Hêlamê. Şovaxê fermandarê artêşa Hadadezer li ser serê wan bû.
Gava Dawid bi vê yekê hesiya, wî artêşa gelê Îsraêl da hev, çemê Şerîayê derbas kir û hat Hêlamê. Aramî li dijî Dawid ketin sefan û wan li dijî wî şer kir.
Aramî ji ber gelê Îsraêl reviyan. Dawid ji wan heft sed leşkerên erebeyan û çil hezar leşkerên siwarî kuştin. Wî li Şovaxê fermandarê artêşa Hadadezer jî xist û ew li wir mir.
Hemû padîşahên ku xulamên Hadadezer bûn, ji ber gelê Îsraêl têk çûn. Loma ew bi gelê Îsraêl re aş bûn û ji wan re bûn xulam. Bi vî awayî Aramî tirsiyan. Wan êdî alîkariya Emmoniyan nekir.
Di biharê de, gava padîşah diçin seferê, Dawid artêşa gelê Îsraêl şand seferê. Wî Yoav, fermandarên xwe û tevahiya artêşê şandin. Dema wan Emmonî helak kirin û bajarê Rabbayê dorpêç kir, Dawid li Orşelîmê dima.
Carekê Dawid berê êvarê ji nav nivînên xwe rabû, çû ser banê qesrê li wê derê geriya. Dît ku jinek li ser bên serê xwe dişo. Jinik pir xweşik bû.
Dawid kesekî şand ku bipirse ew kî ye. Zilêm got: “Jinik Bat-Şevaya keça Êliyam û jina Ûriyayê Hîtîtî ye.”
Dawid ji bo ku jinikê bînin, qasid şandin. Jinik hat ba Dawid. Dawid bi jinikê re raza ku demek berê ji adet pak bûbû. Dawiyê jinik vegeriya mala xwe.
Jinikê fêm kir bi zaro maye. Ji Dawid re xeber şand û got: “Ez bi zaro me.”
Li ser vê yekê, Dawid, bi Yoav re xeber şand ku Ûriyayê Hîtîtî were ba wî. Yoav Ûriya şand ba Dawid.
Ûriya hat ba wî, Dawid pirsa Yoav, artêşê û rewşa şer, jê kir.
Paşê ji Ûriya re got: “Here mala xwe, li kêfa xwe binêre.” Ûriya ji qesrê derket, Dawid xelatek li pey şand.
Lê belê, Ûriya neçû mala xwe, li gel hemû zilamên padîşahê xwe, li ber dergehê qesrê raza.
Gava Dawid pê hesiya ku Ûriya neçûye malê, jê pirsî: “Ev demeke dirêj e tu ne li malê yî, westiyayî çima neçûyî mala xwe?”
Ûriya bersiv da û got: “Sindoq jî, Îsraêlî û Cihûdayî jî, li çardaxê dimînin. Fermandarê min Yoav û zilamên xweyê min li çolan dimînin. Di vê rewşê de, ezê çawa karibim bikevim mala xwe ji bo ku ez bixwim vexwim û bi jina xwe re razim? Bi serê te ezê qet tiştekî wiha nekim.”
Li ser vê yekê Dawid got: “Îşev jî li vir bimîne, ezê sibe te bişînim.” Ûriya wê rojê û roja din jî li Orşelîmê ma.
Dawid şand pey Ûriya. Heta ku ew serxweş kir, pê da xwarin û vexwarin. Dema bû êvar Ûriya ji bo ku razê, bi zilamên xweyê xwe re çû cihê razanê. Dîsa neçû mala xwe.
Serê sibê Dawid nameyek ji Yoav re nivîsand û bi Ûriya re şand.
Di nameyê de nivîsand: “Ûriya di eniya herî dijwar a şer de bi cih bike û xwe ji berê bide alî ku bê kuştin.”
Dema Yoav bajar dorpêç kir, Ûriya li cihê ku dizanibû zilamên egîd li wê derê ne bi cih kir.
Xelkê bajêr derketin li dijî leşkerên Yoav şer kir. Ji leşkerên Dawid hin kes hatin kuştin. Ûriyayê Hîtîtî jî, di nav kuştiyan de bû.
Yoav ji bo ku hal û meseleyên şer ji Dawid re bêje, qasidekî şand.
Ji qasid re got: “Hal û mesela şer ji padîşah re bêje.
Heke xezeba padîşah rabe û ev pirs ji te bike: ‘Ji bo ku şer bikin, hûn çima evqas nêzîkî bajêr bûn? Ma we nizanibû ku wê ji ser bircan tîran bavêjin we?
Ma nayê bîra we ku Avîmelekê kurê Yerûbbeşet çawa hat kuştin? Li Têvêsê ji ser bircê, jinikek kevirê destêr neavêt ser û ew nekuşt? Madem wisa bû hûn çima ewqas nêzîkî bircê bûn?’ Wê gavê tê bêjî ‘Xulamê te Ûriyayê Hîtîtî jî mir.’”
Qasid rabû çû. Dema hat ba Dawid, hemû gotinên Yoav ji Dawid re gotin:
“Ew zilam ji me xurtir derketin. Ji bajêr derketin li çolê li dijî me şer kirin. Lê me ew, ber bi dergehê bajêr ve ajotin.
Li ser vê yekê tîravêjan ji ser bircan tîr barandin. Ji zilamên padîşah hinek mirin, xulamê te Ûriyayê Hîtîtî jî mir.”
Dawid ji qasid re got: “Ji Yoav re bêje: ‘Bila ev bûyer te xemgîn neke! Ne diyar e ku wê di şer de kî bimire. Êrîşeke dijwar bibin ser bajêr û hilweşînin!’ Bi van gotinan wêrekiya wî zêde bike.”
Jina Ûriya, gava bi mirina mêrê xwe hesiya, şîna wî kir.
Gava wextê şînê derbas bû, Dawid qasid şand pey wê û ew anî qesra xwe. Ew bû jina wî û kurek jê re anî. Lê ev tiştê Dawid kir bi Xudan xweş nehat.
Xudan Natan şand ba Dawid. Natan hat û jê re got: “Li bajarekî du kes hebûn. Yek ji wan dewlemend, yek ji wan jî feqîr bû.
Gelek pez û dewarên kesê dewlemend hebûn.
Lê kesê feqîr, ji bilî berxekê pê ve tiştekî wî tunebû. Wî ew berx ji xwe re kirîbû û xweyî dikir. Berx li ba wî, tevî zarokên wî mezin bû. Ji xwarina zilam dixwar vedixwar, di paşila wî de radiza. Wekî keçika wî bû.
Paşê, rojek rêwiyek hat ba mirovê dewlemend. Zilam ji bo ku ji merivê xwe re xwarin amade bike, dil neda ku ji pêz an jî dewarên xwe yekî serjê bike, çû berxa feqîr anî û ji mêvanê xwe re serjê kir.”
Dawid li mirovê dewlemend pir hêrs bû, ji Natan re got: “Bi navê Xudanê Jîndar, kesê ku wiha kiriye mirinê heq dike!
Ji ber ku wiha kiriye û li ber neketiye, divê ji dêla berxê ve, çar qatê wê bide.”
Li ser vê yekê Natan ji Dawid re got: “Ew mirov tu yî! Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Min te li ser gelê Îsraêl wekî padîşah kifş kir û ji destê Şawûl rizgar kir.
Min mala xweyê te da te, min jinên wî jî xist paşila te. Min Mala Îsraêl û Cihûda jî da te. Heke ev hindik bûna, minê hê jî bida te!
Te çima ew tişt di çavê Xudan de xerab e kir û te peyva wî kêm dît? Te Ûriyayê Hîtîtî bi şûr kuşt, te bi şûrê Emmoniyan ruhê wî stand. Te jina wî jî, ji xwe re anî.
Loma jî wê tu caran şûr ji ser mala te kêm nebe. Çimkî te jina Ûriyayê Hîtîtî ji xwe re anî û ez bêrûmet kirim.’
“Xudan wiha berdewam kir: ‘Ezê ji ziriyeta te xerabiyê li te bikim. Ezê li ber çavên te jinên te ji te bistînim û bidim cîranê te. Wê nava rojê bikevin paşila jinên te.
Belê, te ew kar bi dizî kir, lê ezê vê yekê li ber çavê hemû gelê Îsraêl di nava rojê de bikim!’”
Dawid got: “Min li ber Xudan guneh kir.” Natan jê re got: “Xudan gunehê te efû kir, tê nemirî.
Lê tu bi vê yekê bûyî sedem ku dijminên wî Xudan kêm bibînin. Loma jî ev kurê te yê bûye, wê bimire.”
Piştre Natan vegeriya mala xwe. Xudan li wî zarokî xist. Kir ku zarokê ji jina Ûriyayê ku ji Dawid bû nexweş bikeve.
Dawid ji bo zarok, lavayî Xwedê kir û rojî girt. Ew çû mala xwe û şevên xwe bi raketina li erdê derbas kir.
Rîspiyên qesrê hatin ku wî ji erdê rakin. Lê Dawid nexwest ji erdê rabe, xwarinê jî bi wan re nexwar.
Roja heftan zarok mir. Peywirdarên Dawid tirsiyan ku xebera mirina zarok bidin Dawid. Ji ber ku digotin: “Hê zarok sax bû em pê re axivîn, lê guhdariya me nekir. Niha emê çawa jê re bêjin zarok miriye? Wê tiştekî bîne serê xwe.”
Gava Dawid dît peywirdar di nav xwe de dikin pistepist, fêm kir ku zarok miriye. Ji wan pirsî: “Ma zarok mir?” Gotin: “Belê, mir.”
Li ser vê yekê Dawid ji erdê rabû. Xwe şûşt, bêhnên xweş li xwe kir û cilên xwe guhertin. Çû Mala Xudan û perizî wî. Paşê zivirî mala xwe û xwarin xwest û xwar.
Xizmetkarên wî jê pirsîn: “Tu çima wiha tevdigerî? Dema ku zarok dijiya te rojî digirt, digiriyayî. Lê piştî ku mir tu rabûyî dest bi xwarinê dikî.”
Dawid wiha bersiva wan da: “Dema ku zarok dijiya min rojî digirt û digiriyam. Ji ber ku, min digot: ‘Ma kî dizane, dibe ku Xudan keremê bide, ew ji min re bibexişîne û zarok bijî.’
Lê zarok mir. Êdî ez çima rojiyê bigirim? Ma ez dikarim wî vegerînim? Ezê herim ba wî, lê wê neyê ba min.”
Dawid jina xwe Bat-Şevayê aş kir. Çû ba wê û pê re raza. Wê kurek anî û navê wî Silêman danî. Xudan jê hez kir.
Xudan bi riya Natan xeber şand û navê kurik Yedîdya danî.
Di vê navberê de Yoavê ku li dijî bajarê Rabbayê yê Emmoniyan şer dikir û taxa qesrê desteser kir.
Paşê Yoav qasid şandin ba Dawid û got: “Min li dijî bajarê Rabbayê şer kir û kaniyên avên wan bi dest xistin.
Niha tu bermayiyên artêşê bide hev, bajêr dorpêç bike û bi dest bixe. Wisa bike ku ez bajêr bi dest nexim û bajar bi navê min neyê bibîranîn.”
Dawid hemû leşkerên xwe berhev kirin û çû bajarê Rabbayê, li dijî bajêr şer kir û bi dest xist.
Wî taca Padîşahê Emmoniyan ji serê wî hilda. Taca ku bi kevirên hêja hatibû nexşkirin û giraniya wê bi qasî telantek zêr bû da serê Dawid. Dawid ji bajêr gelek talan bir.
Gelê ku li wê derê dijiya, ji malên wan derxist ew di karên ku bi birek, tevirê hesinî û bivirê hesinî dihatin kirin de, di çêkirina kelpîçan de da xebitandin. Dawid ev yek li hemû bajarên Emmoniyan pêk anî. Paşê bi artêşa xwe re vegeriya Orşelîmê.
Xwişkeke bedew a Avşalomê kurê Dawid hebû. Navê wê Tamar bû. Amnon jî kurê Dawid bû û dilê wî ketibû Tamarê.
Amnon bi qasî ku nexweş bikeve çav berdabû Tamara xwişka ji dêmariya xwe. Tamar keçeka navmalê bû û zehmet bû mêr nêzîkî wê bibin. Amnon ji ber vê rewşê nikaribû tiştekî pê bike.
Hevalekî fenek ê Amnon hebû ku navê wî Yonadav bû. Ew kurê Şîmayê birayê Dawid bû.
Yonadav ji Amnon pirsî: “Ya kurê padîşah, tu çima wisa roj bi roj dihelî? Ji min re nabêjî?” Amnon got: “Min dil berdaye xwişka ji dêmariya xwe Tamarê. Tu jî dizanî ew xwişka birayê min Avşalom e.”
Yonadav rabû jê re got: “Here bikeve nav nivînan û xwe li nexweşiyê deyne. Dema ku bavê te hat, jê re bêje: ‘Lava dikim bila Tamar were, xwarinê ji min re çêke. Bila li ber min çêke ku ez lê binêrim û ji destên wê bixwim.’”
Amnon bi ya wî kir, ket nav nivînan û xwe li nexweşiyê danî. Gava padîşah hat, Amnon got: “Lava dikim bila xwişka min Tamarê were, ji min re kulîçeyan çêke ku ez ji destê wê bixwim.”
Tamar li qesrê dima. Dawid ji Tamarê re xeber şand û got: “Rabe here mala Amnonê birayê xwe û jê re xwarinekê çêke.”
Tamar çû wir. Amnon di nav nivînan de dirêjkirî bû. Wê hevîr kir û jê re çend kulîçe çêkirin.
Tamarê kulîçe danî ber wî, lê Amnon nexwest bixwe û got: “Her kesî derxin derve.” Her kes derket.
Paşê Amnon ji Tamarê re got: “Kulîçeyan bîne odeya min a razanê ku ez ji destê te bixwim.” Tamarê kulîçe birin odeya razanê.
Gava wê kulîçe danî ber Amnon, wî ew girt û got: “Were bi min re razê xwişka min!”
Lê Tamarê got: “Na, birayê min, zorê nede min! Nabe ku li welatê Îsraêl tiştekî wiha bibe? Lava dikim vê kirêtiyê neke!
Ezê vê şermê çawa ji ser xwe rakim? Tê jî wekî ehmeqên li welatê Îsraêl bibî. Qet nebe! Ji padîşah re bipeyive, wê min ji te texsîr neke.”
Lê Amnon guhdariya wê nekir. Ew jê xurtir bû. Rabû bi zorê pê re raza.
Piştî vê yekê Amnon ji Tamarê nefret kir. Wisa bû ku nefreta wî ji dilxwaziya wî mezintir bû. Amnon ji Tamarê re got: “Biqeşte here!”
Tamarê got: “Na! Qewitandina te xerabiyek e û ev ji xerabiya te ya te kir mezintir e.” Lê Amnon guhdariya wê nekir.
Gazî xulamê xwe kir û got: “Vê jinikê derxe derve, derî jî li pey wê bigire.”
Xulam Tamar derxist derve û derî li pey wê girt. Tamarê kirasekî mildirêj li xwe kiribû. Keçên xama yên padîşah, kirasên wiha li xwe dikirin.
Tamarê xwelî li xwe kir û kirasê xwe çirand. Bi herdu destan li xwe da giriya û çû.
Avşalomê birayê wê jê pirsî: “Kesê bi te re raza birayê te Amnon bû ne wisa? Xwişkê, tu dengê xwe neke. Ew birayê te yê ji dêmariyê ye. Tu xema nexwe.” Tamar li mala Avşalomê birayê xwe bi tena serê xwe û gelekî xemgîn ma.
Dawidê Padîşah bi bûyerê hesiya û pir hêrs bû.
Avşalom jî, ji Amnon re behsa tiştekî baş an xerab nekir. Ji ber ku destdirêjiya Tamara xwişka wî kiribû, wî ji Amnon nefret dikir.
Piştî du salan, Avşalom şand pey hemû kurên Dawid ku werin Baal-Hasora nêzîkî Bajarê Efrayîmê ku pezbirên wî li wê bûn.
Avşalom hat ba padîşah û jê re got: “Ez pezên xwe didim qusandin. Hêvî dikim bila peywirdarên padîşah jî beşdarî vî xulamê te bibin.”
Lê Dawid got: “Nexêr kurê min, em tev neyên, ji te re nebin bar.” Avşalom her çiqas li ber geriya jî, padîşah nexwest here, lê wî ew pîroz kir.
Li ser vê yekê Avşalom wiha got: “Nexwe destûrê bide, bila birayê min Amnon bi me re were.” Padîşah got: “Amnon çima bi te re were?”
Avşalom pir li ber padîşah geriya, loma jî wî Amnon û tevahiya kurên xwe pê re şandin.
Avşalom ji xizmetkarê xwe re got: “Guhdarî bikin! Li bendê bin heta ku Amnon ji şerabê serxweş bibe. Gava min got: ‘Li Amnon bixin’ lêxin û wî bikujin. Netirsin! Fermanê ez didime we. Hêzdar û wêrek bin.”
Bi vî awayî xizmetkarên Avşalom Amnon kuşt, çawa ku wî li wan emir kiriye. Piştre hemû kurên padîşah li hêstirên xwe siwar bûn û reviyan.
Gava ew di rê de bûn ji Dawid re xeber hat û got: “Avşalom, tevahiya kurên padîşah kuştine, yek jî wan sax nemaye.”
Padîşah rabû cilên xwe çirandin, xwe avêt erdê. Hemû xulamên wî jî, cilên xwe çirandibûn û li ber wî sekinîbûn.
Yonadavê kurê Şîmayê birayê Dawid, wiha got: “Ezbenî nebêje ku tevahiya kurên te hatine kuştin, bi tenê Amnon mir. Ji ber ku Avşalom ji roja Amnon destdirêjiya xwişka wî Tamarê kiribû biryar dabû ku wî bikuje.
Ya xweyê min padîşah, li ser xebera dibêje ku tevahiya kurên te nemirine nefikire, bi tenê Amnon miriye.”
Di vê navberê de Avşalom jî reviyabû. Nobedar dît ku ji riya qûntara girê li rojhilat qelebalixek tê.
Yonadav ji padîşah re got: “Va ye kurên te tên! Çawa ku xulamê te gotibû.”
Gava wî gotina xwe qedand, kurên padîşah gihîştine wir û bi dengekî bilind giriyan. Padîşah û peywirdarên wî jî bişewat giriyan.
Avşalom reviya ba Padîşahê Geşûrê Talmayê kurê Emmîhûd. Dawid şîna Amnonê kurê xwe dikir.
Avşalom li Geşûrê sê salan ma.
Dawidê Padîşah, pir dixwest here ba Avşalom. Çimkî piştî mirina Amnon dilê wî aş bûbû.
Kurê Serûyayê Yoav têgihîşt ku Dawidê Padîşah bêriya Avşalom kiriye.
Yekî şand ba jineke zana ku li Teqoayê dijî. Wî jinikê bi xwe re anî. Yoav ji jinikê re got: “Ji kerema xwe reş girê bide. Cilên xwe yê şînê li xwe bike. Rûn li xwe nede û çawa ku bi rojan e tu şîna miriyan dikî tevbigere.
Here ba padîşah û gotinên min jê re bêje.” Piştre Yoav jinikê şîret kir ku çi bêje.
Jinika Teqoayî çû ba padîşah. Li pêş wî deverû çû erdê û got: “Ya padîşah, alîkariya min bike!”
Padîşah pirsî: “Te xêr e?” Jinikê got: “Ez jinebiyeke belengaz im. Mêrê min mir.
Ez xulama te, min du kur hebûn. Herduyan jî li derve bi hev re şer kir. Kesekî ku li wir wan ji hev veqetîne tunebû. Yekî li yê din xist û kuşt.
Tevahiya binemal niha li dijî min, xulama te derdikeve û dibêje: ‘Yê ku birayê xwe kuştiye teslîmî me bike. Ji dêla ku birayê xwe kuştiye em jî wî bikujin. Bi vî awayî emê mîrasxurekî jî, ji holê rakin.’ Wê di dawiyê de ziriyeta min jî biqelînin, li rûyê erdê kesekî ku navê mêrê min bidomîne namîne.”
Padîşah got: “Tu bi xêr here mala xwe, ezê pirsa te çareser bikim.”
Jina Teqoayî got: “Padîşahê min ezbenî, bila sûcdarê vê pirsgirêkê ez û malbata bavê min bin. Bila padîşah û textê wî bêsûc bin.”
Padîşah got: “Kesê ji te re tiştekî bêje, wî bîne ba min. Careke din nikare te aciz bike.”
Jinikê wiha got: “Ji bo xatirê Xwedayê xwe Xudan lava dikim ku padîşah tolhildanê zêdetir neke. Nexwe wê kurê min bikujin.” Padîşah got: “Bi navê Xudanê Jîndar, tu kes nikare zirarê bide mûyêkî kurê te.”
Jinikê got: “Destûr bide ez ji xweyê xwe padîşah re gotineke din jî bêjim.” Padîşah got: “Bêje.”
Jinikê got: “Ji bo çi te li dijî gelê Xwedê fenekî wiha kir? Her ku padîşah wiha diaxive, wekî xwe sûcdar dibîne. Ji ber kesê ku şande sirgûnê bi paş ve neanî.
Helbet emê hemû bimirin. Em wekî avê ne ku tê rijandin û careke din berhev nabe. Lê Xwedê canekî nastîne, lê ji bo ku ji te dûr nemînin, fikrên çareseriya sirgûniyan li ba te hene.
“Ji bo ku gel ez tirsandime, min xwest ez van ji xweyê xwe padîşah re bêjim: ‘Min xwest ez bi padîşah re bipeyivim, dibe ku daxwaza xulama xwe pêk bîne’ ez bi vî rengî fikirîm,
‘Hêviya min ji padîşah ew e ku min û kurê min ji destê wî kesî rizgar bike ku dixwaze me bikuje û ji welatê Xwedê veqetîne.’
Min xwest ku gotina xweyê min padîşah min rihet bike. Çimkî wekî milyaketê Xwedê, xweyê min padîşah qencî û xerabiyê ji hev derxe. Xwedayê te Xudan bi te re be!”
Padîşah got: “Ezê ji te pirsekê bikim, rastiyê ji min veneşêre.” Jinikê got: “Fermo xweyê min padîşah.”
Padîşah pirsî: “Kesê ku ev fen bi te da kirin Yoav e gelo?” Jinikê got: “Bi serê te kim ya xweyê min padîşah, ez tu caran ji pirsên te narevim. Erê yê ku li min emir kir û tevahiya van bi min koleya te da gotin, xulamê te Yoav e.
Yoav, ji bo ku çareseriyek ji van tiştan re bîne wisa kir. Xweyê min wekî milyaketekî Xwedê zana ye. Her tiştê ku li welêt çêdibe dizane.”
Li ser vê yekê padîşah ji Yoav re got: “Ezê daxwaza te bînim cih! Here Avşalomê ciwan vegerîne.”
Yoav deverû xwe avêt erdê, wî ew pîroz kir û got: “Ya xweyê min padîşah, îro ez dizanim ku dilê te bi min xweş e, ji ber ku te daxwaza xulamê xwe bi cih anî.”
Yoav bi lez çû Geşûrê, Avşalom anî Orşelîmê.
Lê padîşah got: “Avşalom bila here mala xwe, neyê ba min.” Wê gavê Avşalom çû mala xwe, wî padîşah nedît.
Li seranserê welatê Îsraêl kesekî bi qasî Avşalom ku ji bo bedewiya wî pesnê wî dihat dayîn tunebû, ji serî heta binî lihevhatî û bêqisûr bû.
Avşalom salê carekê tenê porê xwe diqusand ku dirêj bibe. Gava dikişand, li gorî pîvana padîşahiyê giraniya porê wî du sed şekel bû.
Sê kurên Avşalom û bi navê Tamar keçeke wî ya gelekî bedew hebû.
Avşalom du salan li Orşelîmê ma, lê wî padîşah nedît.
Piştre ji bo ku Yoav bişîne ba padîşah jê re xeber şand. Lê Yoav nexwest here. Avşalom cara diduyan xeber şand, Yoav dîsa nexwest here.
Avşalom ji xulamên xwe re got: “Binêrin, zeviya Yoav ya ceh bi zeviya min ve ye. Herin, agir berdin zeviya wî.” Li ser vê yekê çûn agir berdan zeviya wî.
Yoav rabû çû mala Avşalom, pirsî û got: “Xulamên te çima agir berdan zeviya min?”
Avşalom got: “Min ji te re xeber şand ku tu bêyî te bişînim ba padîşah. Minê ji te daxwaz bikira ku tu jê re wiha bêjî: ‘Ez çima ji Geşûrê hatim? Ez li wir bimama wê çêtir bûya. Êdî ez dixwazim padîşah bibînim. Heke sûcekî min hebe bila min bikuje.’”
Li ser vê yekê Yoav çû û gotinên Avşalom ji padîşah re got. Padîşah gazî Avşalom kir. Avşalom li pêş wî deverû çû erdê. Padîşah jî ew ramûsa.
Avşalom ji xwe re erebeyeke şer, hesp û ji bo ku li pêş wî baz bidin pêncî mirov amade kirin.
Serê sibê zû radibû, li kêleka riya ku diçe dergehê bajêr disekinî. Ji kesên ji bo doza xwe diçûn ba padîşah dipirsî: “Tu ji ku yî?” Ji kîjan eşîra gelê Îsraêl bûna digotin.
Avşalom jê re wiha digot: “Tiştê ku tu dibêjî baş û heq e, lê belê bi navê padîşah kesekî ku li te guhdarî bike tuneye.”
Piştre wî berdewam kir: “Xwezî li ser vî welatî ez bûbûma desthilatdar! Kesên doz an jî meseleyên wan hebin bila bihatana ba min. Min jî mafên wan bida wan.”
Gava kesek nêzîkî wî bibûya û xwe li ber wî deverû bavêta erdê, Avşalom destê xwe dirêj dikir, bi zilam digirt û ew maçî dikir.
Li hemû Îsraêliyên ku ji bo doza wan binêre dihatin ba padîşah, wisa dikir. Bi vî awayî ket dilê Îsraêliyan.
Piştî çar salan Avşalom ji padîşah re got: “Destûr bide ez herim Hevronê û soza xwe pêk bînim ku min dabû Xudan.
Ji ber ku ez li bajarê Geşûra xulamê te Aram dijiyam, min soz dabû û gotibû: ‘Heke Xudan dîsa min vegerîne Orşelîmê, ezê herim û li Hevronê biperizim wî.’”
Padîşah got: “Bi xêr û silamet here.” Lê gava Avşalom diçû Hevronê,
ji eşîrên Îsraêl re bi dizî qasid şandin û wiha got: “Çawa ku we dengê boriyan bihîst, bêjin: ‘Avşalom li Hevronê bû padîşah!’”
Ji Orşelîmê du sed kesên ku gazî wan kirine, bêyî ku ji bûyeran agahdar bin, bi niyeta baş, bi Avşalom re çûn.
Avşalom dema ku qurban serjê dikirin, şêwirmendê Dawid Ahîtofêlê Gîloyî jî, ji bajarê Gîloyê anîbû. Bi vî awayî serhildan xurt bû. Çimkî civata dida pey Avşalom her diçû zêdetir dibû.
Qasidek hat ba Dawid û got: “Gelê Îsraêl bi dil û can baweriya xwe bi Avşalom anîn.”
Li ser vê yekê Dawid tevahiya peywirdarên xwe yên li ba wî li Orşelîmê diman re wiha got: “De em rabin û birevin! An na emê ji destê Avşalom xilas nebin. Em bilezînin! An na, Avşalom wê bi lez li pey me bê, me tune bike. Wê bajar bide ber şûran.”
Peywirdarên padîşah wiha got: “Xweyê me padîşah çi biryarê bide, em amade ne pêk bînin.”
Bi vî awayî padîşah, bi tevahiya malbata xwe ya ku pê bawer bûn re da rê. Lê ji bo ku xweyîtî li qesrê bikin deh carî li wir hiştin.
Padîşah û kesên li ba wî li ber avahiya herî dawî ya li bajêr sekinîn.
Kerêtî û Peletiyên ku parêzvanên Dawid bûn, di ber padîşah re derbas bûn. Şeş sed leşkerên Gatî ku ji Gatê dabûn pey wî jî, di ber padîşah re derbas bûn.
Padîşah ji Îttayê Gatî pirsî û got: “Tu çima bi me re têyî? Vegere û bi padîşahê nû re bimîne. Çimkî tu yekî xerîb î ku ji welatê xwe hatiye nefîkirin.
Tu hê nû hatî. Ez bixwe nizanim ezê îro bi ku ve herim, ezê çawa te bi xwe re bigerînim? Bi birayên xwe re vegere. Bila dilsozî û dilovaniya Xwedê li ser te be!”
Lê Îttay wiha got: “Xweyê min padîşah, bi navê Xudanê Jîndar û bi serê xweyê xwe padîşah sond dixwim, sax an mirî, tu li ku bî ez xulamê te jî, ezê li wir bim.”
Dawid got: “De baş e, derbas be!” Li ser vê yekê Îttayê Gatî, bi hemû zilamên ba xwe û zarokên wan re derbas bûn.
Dema gel derbas dibû hemû kesên wir bi dengekî bilind digiriyan. Padîşah Newala Qîdronê derbas kir. Gel jî ber bi çolê ve meşiya.
Sadoqê Kahin û Lêwiyiyên ku Sindoqa Peymana Xwedê digerandin jî li wir bûn. Sindoqa Xwedê danîn erdê. Heta ku hemû gel ji bajêr derkeve Aviyatar qurban pêşkêş kirin.
Piştre padîşah ji Sadoq re got: “Sindoqa Xwedê vegerîne bajêr. Heke dilê Xudan bi min xweş be, wê min vegerîne û sindoqa di cihê xwe de nîşanî min bide.
Lê heke ew bêje: ‘Ez ji te ne dilxweş im,’ va ye ez li vir im. Dilê wî çawa dixwaze, bila wisa bi min bike.”
Padîşah bi Sadoqê Kahin re gotina xwe wiha berdewam kir: “Ma tu ne zanyar î? Kurê xwe Ahîmaes û Yonatanê Aviyatar hilde û pê re bi xêr û silamet vegere bajêr.
Heta ku min ji we agahiyek baş wergirt, ezê li çolê li bihora kêleka çêm bisekinim.”
Sadoq û Aviyatar Sindoqa Xwedê birin Orşelîmê û li wir bicih bûn.
Dawid bi girîn hildikişiya Çiyayê Zeytûnê. Serê wî nixamtî bû û pêxwas diçû, her kesê pê re jî sernixamtî bû û ew jî digiriyan.
Di wê navberê de yekî ji Dawid re got: “Ahîtofêl di nav fesadên alîgirên Avşalom de ye.” Li ser vê yekê Dawid wiha dua kir: “Ya Xudan şêwra Ahîtofêl vala derxe.”
Dawid dema gihîşte ser girê perizînê ku gel ji bo perizînê diçû wir, Huşayê Arkî, ser û guhê wî di nav toz û telazê de, bi cilên xwe yê qetiyayî, ew pêşwazî kir.
Dawid jê re got: “Heke tu bi min re werî, tê bibî bar ji min re.
Lê heke tu vegerî bajêr û ji Avşalom re bêjî: ‘Ya padîşah, ezê bibim xulamê te! Berê min çawa ji bavê te re xulamî kiribe, niha jî ezê ji te re xulamiyê bikim,’ bi vî awayî tê ji bo min şêwra Ahîtofêl vala derxî.
Sadoqê Kahin û Aviyatarê Kahin wê li wir tevli te bin. Te li qesra padîşah çi bihîstibe, ji wan re bêje.
Kurên wan Ahîmaesê kurê Sadoq û Yonatanê kurê Aviyatar jî li wir in. Her tiştê we bihîstin, bi riya wan ji min re bişînin.”
Bi vî awayî hevalê Dawid Huşay çû Orşelîmê. Di wê demê de Avşalom jî gihîşte bajêr.
Dema ku Dawid hinek serê gir derbas kir, Sîvayê xulamê Mefîboşet pêşwaziya wî kir. Sîva li ser pişta du keran bi barê du sed nanî, sed weşî mêwîj, sed heb fêkiyên teze û meşkek şerab hat.
Padîşah ji Sîva pirsî: “Te ev ji bo çi anîn?” Sîva got: “Ker ji bo malbata padîşah lê siwar bin, nan û fêkiyên teze jî, ji bo xwarina xulaman, şerab jî, ji bo dema kesên ku westiyan vexwin!”
Padîşah pirsî: “Neviyê xweyê te Şawûl li ku ye?” Sîva got: “Li Orşelîmê dimîne. Ew difikirî ku Mala Îsraêl wê îro padîşahiya bapîrê min paş ve bide min.”
Padîşah got: “Her tiştê Mefîboşet yê te ye.” Sîva got: “Ez li ber te xwe ditewînim, xweyê min padîşah! Bila dilê te hergav bi min xweş be.”
Dema Dawidê Padîşah gihîşte Bahûrîmê, yekî bi navê Şîmiyê kurê Gêra ku ji Mala Şawûl bû hat. Wî naletê dibarand.
Hemû leşker û parêzvan bi Dawid re bûn. Şîmî dîsa jî kevir davêtin wan.
Wî nalet dibarand û digot: “Ji vir here lo zilamê destbixwîn, belqitiyo!”
Te li ser xwîna Mala Şawûl, padîşahî stand. Loma jî Xudan tu ceza kirî. Xudan padîşahî da kurê te Avşalom. Ji ber ku tu destbixwîn î, ev têkçûn hat serê te.
Kurê Serûyayê Avîşay ji padîşah re got: “Ev kûçikê mirî, çima wê ji xweyê min padîşah re nifiran bike? Bihêle ez herim serê wî jê bikim.”
Lê padîşah got: “Ev ne karê we ye, kurên Serûyayê! Madem Xudan jê re gotiye: ‘Ji Dawid re nifiran bike,’ kî dikare jê re bêje: ‘Tu çima wisa dikî?’”
Piştre Dawid ji Avîşay û leşkerên wî re got: “Kurê min bixwe dixwaze min bikuje, loma li tiştê ku ev Binyamînî dike, şaş nemînin! Dev jê berdin hema bila nifiran bike! Çimkî Xudan wisa xwestiye û ew jî dike.
Dibe ku Xudan tengasiya min bibîne û nifirên li min hatine kirin ji min re bike qencî.”
Dawid û zilamên wî riya xwe berdewam kirin. Şîmiyê ku li dijî Dawid, li qûntara çiyê dimeşiya dema ku diçû nifir lê dikirin. Wî kevir diavêtê, ax û xwelî lê direşand.
Padîşah û gelê li ba wî qels û bêqewet hatin Çemê Şerîayê. Wan li wir bêhna xwe veda.
Avşalom û gelê Îsraêl ketibûn Orşelîmê, Ahîtofêl jî bi Avşalom re bû.
Hevalê Dawid Huşayê ji Arkê, dema ku gihîşt ba Avşalom, wiha qîriya: “Bijî padîşah! Bijî padîşah!”
Avşalom ji Huşay pirs kir: “Girêdayîna te bi hevalê te re ev e? Tu çima bi hevalê xwe re neçûyî?”
Huşay got: “Ezê alîgirê wî kesî bim ku ji aliyê Xudan, vî gelî û tevahiya gelê Îsraêl ve hatiye hilbijartin. Ezê li ba wî bimînim.
Ma ezê ji bilî Avşalomê kurê Dawid, xizmeta kê bikim? Min çawa ji bavê te re xizmet kiribe, ezê ji te re jî wisa xizmetê bikim.”
Avşalom ji Ahîtofêl re got: “Divê em çi bikin? Şîretekê li me bike.”
Ahîtofêl wiha got: “Bi wan cariyeyan re razê ku bavê te ji bo xweyîtiyê li qesrê bikin hiştibû. Bi vî awayî, wê tevahiya gelê Îsraêl bibihîze ku te nefreta bavê xwe qezenc kiriye û kesên ku piştgiriya te dikin, wê tev xwe bêtir bihêz bibînin.”
Li ser banê qesrê ji Avşalom re konek çêkirin. Avşalom li ber çavê hemû Îsraêliyan bi cariyeyên bavê xwe re raza.
Di wan rojan de şîretên ku Ahîtofêl dikirin, wekî şîretên zilamekî wiha bûn ku gotina Xwedê belav dikirin. Dawid jî, Avşalom jî, şîretên wî wisa qebûl dikirin.
Ahîtofêl ji Avşalom re wiha got: “Destûr bide ku ez duwanzdeh hezar kesan hilbijêrim û îşev rabim bikevime pey Dawid.
Hê ku Dawid qels û bêqewet e, ez êrîşî wî bikim û çavê wî bitirsînim. Wê kesên li ba wî tev birevin, ezê jî tenê Dawidê Padîşah bikujim.
Dawiyê ezê tevahiya gel ji te re bînim. Vegerîna gel, girêdayî mirina wî kesî ye ku tu dixwazî wî bikujî. Bi vî awayî wê gel jî di nav aştiyê de be.”
Ev gotin bi dilê Avşalom û rîspiyên gelê Îsraêl bû.
Avşalom got: “Gazî Huşayê Arkî jî bikin, wê çi bêje em bibihîzin.”
Gava Huşay hat, Avşalom got: “Ahîtofêl wiha got. Gelo em gotina wî bikin? Heke na, tu ya xwe bibêje.”
Huşay ji Avşalom re got: “Vê carê şîreta Ahîtofêl ne baş e.
Tu dizanî ku bavê te Dawid û zilamên wî şervanên gelek xurt in. Wekî hirça ku li çolê ji ferxika xwe hatiye veqetandin, bi hêrs in. Bavê te şervanekî serhatî ye, şeva xwe bi leşkerên re derbas nake.
Vê gavê, yan di şikeftekê de yan jî li cihekî din, xwe veşartiye. Dema ku Dawid êrîşa xwe ya yekê li dijî leşkerên xwe bike, her kesê ku vê yekê bibihîze, wê bêje: ‘Di nav kesên ku piştgiriya Avşalom dikin de, qirkirin heye.’
Wê gavê mêrxasên mîna şêran jî wê bikevin nav tirsê. Ji ber ku tevahiya gelê Îsraêl dizane ku bavê te hêzdar e, yên li ba wî jî leheng in.
“Loma ev e şîreta min li te: Ji Danê heta Beêr-Şevayê, Îsraêliyên bi qasî sêlaka li ber deryayê zêde ne, bila li dora te kom bibin, tu jî tevli şer bibe.
Wê gavê bavêjin ser cihê ku Dawid xwe lê veşartiye. Wekî xunava li ser rûyê erdê, emê bi ser wî de herin. Em nahêlin ew jî û yên li ba wî jî sax bimînin.
Heke ew xwe li bajarekî veşêre, emê tevî Îsraêliyan bajêr hilweşînin û bavêjin nava gelî. Kevir li ser kevir nehêlin!”
Avşalom û Îsraêliyan got: “Şîreta Huşayê Arkî, ji şîreta Ahîtofêl çêtir e.” Çimkî Xudan, ji bo Avşalom têk bibe, pîlan kiribû ku şîreta Ahîtofêl vala derxe.
Huşay, ji Sadoqê Kahin û Aviyatarê Kahin re wiha got: “Ahîtofêl şîreteke wiha li Avşalom û rîspiyên gelê Îsraêl kir. Lê min şîreteke wiha kir.
Niha ji Dawid re vê xeberê bişînin û bêjin: ‘Şevê li cihê bihorê çemê li çolê derbas neke, bilezîne û derbasî aliyê din bibe. An na wê padîşah jî, yên li ba wî jî hemû qir bibin.’”
Di vê navberê de Yonatan û Ahîmaes li Eyn-Rogêlê diman. Keçikeke xizmetkar radibe hal û mesele ji wan re dibêje. Ew jî diçin tiştê ku bihîstine ji Dawidê Padîşah re dibêjin. Çimkî çavê wan nedibirî bikevin bajêr û kes wan bibîne.
Lê xortekî ew dîtin û ji Avşalom re got. Li ser vê yekê Yonatan û Ahîmaes bi lez ji wir reviyan çûn Bahûrîmê, xwe avêtin mala zilamekî. Li hewşa malê bîrek hebû. Yonatan û Ahîmaes, ketin bîrê.
Jina zilêm rahişt paçikekî û li ser devê bîrê raxist. Ji bo ku kifş nebe, li ser paçikê jî simbilên genim, belav kirin.
Peywirdarên Avşalom, dema ku gihîştine malê, ji jinikê re got: “Ahîmaes û Yonatan li ku ne?” Jinikê wiha bersiv da: “Derbasî aliyê din ê çem bûn.” Peywirdarên Avşalom çûn li wan geriyan. Dema ku ew nedîtin, vegeriyan Orşelîmê.
Piştî ku zilam çûn, Ahîmaes û Yonatan ji bîrê derketin û çûn hal û meselê ji Dawidê Padîşah re gotin: “Padîşah! Lazim e tu bi lez ji çêm derbas bibî! Çimkî Ahîtofêl ji dijî te fen û fût kir.”
Li ser vê yekê, Dawid û hemû gelê li ba wî, bi lez, ji Çemê Şerîayê derbas bûn. Heta ber destê sibê seranserê Çemê Şerîayê derbas kirin.
Dema Ahîtofêl dît ku şîreta kiriye pêk nehatiye, kerê xwe palan kir, berê xwe da bajarê xwe û çû malê. Piştî ku tevdîra mala xwe kir, xwe xeniqand. Rabûn wî di gora bavê wî de veşartin.
Gava Dawid gihîşt Mahanayîmê, Avşalom û leşkerên Îsraêlî yên pêre ji Çemê Şerîayê derbas kirin.
Avşalom, di şûna Yoav de, Emasa kiribû fermandarê artêşê. Emasa kurê Yîtrayê ji Îsmaîliyan bû. Diya Emasa Avîgayila keça Nahaş bû. Avîgayil xwişka Serûyaya diya Yoav bû.
Avşalom û Îsraêliyan, li herêma Gîladê artêşgehek danî.
Dawid dema gihîşt Mahanayîmê, Şoviyê kurê Nahaşê ji bajarê Rabbaya Emmoniyan, Maxîrê kurê Emmiyêlê ji bajarê Lo-Devarê û Barzîllayê Gîladî yê ji bajarê Rogelîmê hatin.
Wan jê re nivîn, tas, firaxên ji axê, genim, ceh, arvan û genimê qelandî, baqil, nîsk anîn.
Herwiha ji Dawid û civata pê re jî hingiv, nivişk, pez û penîr anîn. Çimkî digotin: “Gel li çolê westiyaye, tî û birçî ye.”
Dawid kesên li ba xwe hejmartin û kirin sersed û serhezar.
Piştre artêş, di bin çavdêriya birayê Yoavê kurê Serûya, Avîşay û Îttayê Gatî de, wekî sê milan şand. Padîşah ji leşkeran re got: “Ezê bi we re bêm.”
Lê belê leşker wiha got: “Divê tu bi me re neyî Çimkî heke em neçar bimînin birevin, dijminên me, guh nadin me. Nîvê me jî qir bibe ne xema wan e. Tu beramberî deh hezar kesên wekî me yî. Baştir e tu li bajêr bimînî û alîkariya me bikî.”
Padîşah got: “Di çavên we de çi baş be, ezê wê bikim.” Padîşah, dema ku zilamên wî mîna yekîneyên ji sedan, hezaran, ji bajêr derdiketin, li ber dergehê bajêr disekinî.
Padîşah, emir li Yoav, Avîşay û Îttay kir û got: “Ji bo xatirê min, li dijî Avşalomê ciwan bi dijwarî tevnegerin.” Hemû leşkeran bihîst ku padîşah derbarê Avşalom de ev emir da fermandaran, hemû leşkeran bihîst.
Artêşa Dawid ji bajêr derket ku li dijî gelê Îsraêl şer bike. Şer li Daristana Efrayîmê destpê kir.
Artêşa gelê Îsraêl li ber zilamên Dawid têk çû. Qireke mezin çêbû. Wê rojê bîst hezar kes mirin.
Şer li seranserê herêmê belav bû. Wê rojê kesên ku di daristanê de tunebûn, ji kesên ku bi şûr hatin kuştin zêdetir bûn.
Avşalom jinişkave rastî zilamên Dawid hat. Ew siwarê hêstirê bû. Hêstir dema ku di bin çiqlên darberûyekê re derbas dibû, serê Avşalom bi çiqlên darê ve asê ma. Dema ku hêstir riya xwe domand, Avşalom li hewayê daleqandî ma.
Mirovekî ew dît. Xwe gihand Yoav û jê re got: “Min Avşalom, bi darberûyekê ve daleqandî dît.”
Yoav jê re got: “Te ew dît? Te çima ew li wir nekuşt? Minê deh perçe zîv û kemberekê bida te.”
Lê zilêm got: “Tu hezar perçe zîvî jî bidî min, ez dest li ber kurê padîşah ranakim. Ji ber ku me jî bihîst, padîşah ji te re, ji Avîşay û Îttay re wiha gotiye: ‘Ji bo xatirê min Avşalomê ciwan biparêzin.’
Lê min Avşalom bikuşta –û em dizanin tu tişt ji padîşah veşartî namîne– wê gavê te jî nedikarî ez biparastama.”
Yoav got: “Ez nikarim serê xwe bi te re biêşînim.” Rahişt sê rimên kurt û li dilê Avşalom xist ku bi darberûyê ve daleqandî bû û hê sax bû.
Li ser vê yekê, deh ciwanên ku çekên Yoav hildigirtin, Avşalom dorpêç kir û ew kuşt.
Dema ku Yoav borî da lêxistin, leşkeran dev ji şopandina Îsraêliyan berdan û bi paş ve vegeriyan. Yoav li ber domkirina şerê wan bû asteng.
Gelê Îsraêl ber bi konên xwe ve reviya. Di vê navberê de leşkerên Yoav, Avşalom rakirin û birin daristanekê, avêtin bin çaleke kûr. Paşê komeke kevirên mezin danîn ser wî.
Avşalom di saxiya xwe de, stûnekê hildabû û li Deşta Padîşah daçikandibû. Çimkî wiha digot: “Kurekî min tuneye ku navê min bidomîne.” Navê xwe li stûnê danîbû. Ew stûn hê jî bi navê Stûna Avşalom tê zanîn.
Ahîmaesê kurê Sadoq ji Yoav re got: “Destûr bide ez herim xeberê bidim padîşah ku Xudan ew ji destê dijminê wî xilas kiriye.”
Yoav got: “Nabe, îro yê ku xeberê dibe ne tu yî. Demeke din tê xeberê bidî, lê ne îro, kurê padîşah mir.”
Piştre ji yekî Kûş î re got: “Here, te çi dîtiye ji padîşah re bêje.” Yê Kûşî, li ber Yoav xwe deverû avêt erdê, piştre baz da û çû.
Lê Ahîmaesê kurê Sadoq dîsa got: “Çi dibe bila bibe, destûr bide, ez li pey yê Kûşî herim.” Yoav got: “Tê herî çi lawo? Kurê min, tu çima dixwazî herî? Xebereke ku te xelat bike tê de tuneye!”
Ahîmaes got: “Çi jî bibe bihêle ez herim.” Yoav got: “De here.” Bi vî awayî Ahîmaes, di riya Deşta Şerîayê re beziya û ji yê Kûşî borî.
Dawid di navbera dergehê sûrê de rûdinişt. Nobedar derket ser dergehê sûrê. Gava serê xwe rakir, wî dît ku kesek bi tena serê xwe baz dide.
Bangî padîşah kir û tiştê dîtî jê re got. Padîşah got: “Heke bi serê xwe ye, nexwe xebereke baş tîne.” Zilam her ku diçû nêzîk dibû.
Nobedar, dema dît ku yekî din jî tê, ji dergevan re wiha got: “Va ye zilamekî din jî dibeze û bi vir ve tê.” Padîşah got: “Ew jî xebera baş tîne.”
Nobedar got: “Bawer im beza zilamê yekê, dişibe beza Ahîmaesê kurê Sadoq.” Padîşah wiha bersiv da: “Ahîmaes zilamekî baş e, wê bi xeberê baş bê.”
Ahîmaes bang li padîşah kir û got: “Silav ezbenî!” Li ber padîşah deverû çû erdê û got: “Şikir ji Xwedayê te Xudan re ku kesên destê xwe li ber xweyê me padîşah bilind kirine, dane destê te!”
Padîşah pirsî: “Avşalomê ciwan çawa ye gelo?” Ahîmaes wiha bersiv da: “Yoav dema ku ez bi xizmetkarê padîşah Kûşî re şandim, min tevliheviyeke mezin dît, lê min fêm nekir çi diqewime.”
Padîşah got: “Xwe bide aliyekî û li vir bisekine.” Ahîmaes jî xwe da aliyekî û li wir sekinî.
Di wê navberê de yê Kûşî hat û got: “Mizgînî ji xweyê min padîşah re! Îro Xudan, te ji destê hemû serhildêrên li dijî te rizgar kir.”
Padîşah ji yê Kûşî re got: “Avşalomê ciwan çawa ye gelo?” Yê Kûşî got: “Xweyê me padîşah! Bila aqûbeta hemû dijminên te û kesên ku li dijî te serî hildane, wekî aqûbeta vî ciwanî be.”
Padîşah lerizî, hilkişiya odeya ser dergeh, kir nalenal, giriya û got: “Lawo Avşalom lawo! Ax lawo Avşalom! Avşalom lawo! Xwezî ji dêla te ve, ez bimirama lawo! Ax lawo Avşalom lawo!”
Yoav bihîst ku Dawidê Padîşah ji bo Avşalom digirî û şînê dike.
Wê rojê serketina artêşê bû wekî şînê. Çimkî gel bihîst ku padîşah şîna kurê xwe dike.
Ji ber vê yekê, wê rojê leşker çawa ku ji şer reviyane, bi şermokî ketin nav bajêr.
Padîşah serê xwe xist nav herdu destên xwe û bi dengekî bilind kir qîrîn û gazî: “Lawo Avşalom! Avşalom, lawo, ax kuro lawo!”
Yoav çû ba padîşah û jê re got: “Te îro hemû zilamên xwe dane şermê ku canê te û canên kur, keç, jin û cariyeyên te rizgar kirine.
Tu ji kesên ji te nefret dikin, hez dikî û ji hezkiriyên xwe jî nefret dikî. Îro te nîşan da ku zilam, leşker û fermandarên te, li ber çavên te bêqîmet in. Erê, min îro fêm kir ku Avşalom sax bima û em tev bimirana, wê ji bo te baştir bûya!
“De rabe, here bide ber dilê zilamên xwe. Ez bi navê Xudan sond dixwim, heke tu neçî, îşev kesek jî li dora te namîne. Ev jî, ji ciwaniya te heta niha, tiştê ku hatiye serê te, wê tiştê herî xerab be.”
Li ser vê yekê padîşah çû li ber dergehê bajêr rûnişt. Ji hemû leşkeran re xeber şand û got: “Va ye padîşah li ber dergehê bajêr rûdine!” Rabûn hatin ba wî. Di vê navberê de leşkerên gelê Îsraêl reviyabûn konên xwe.
Hemû kesên eşîrên Îsraêl tev bi hev re nîqaş dikir û digot: “Padîşah em ji destê dijminên me xilas kir. Yê ku em ji destê Filîstiyan xilas kir jî ew e. Niha jî, ji ber Avşalom dev ji welêt berda û reviya.
Avşalomê ku ji bo bibe padîşah me ew rûn kiribû, di şer de mir. Lê hûn çima bi derengî dixin û padîşah nayînin?”
Dawidê Padîşah ji Sadoqê Kahin û ji Aviyatarê Kahin re xeber şand û got: “Ji rîspiyên Cihûdayê re bêjin: ‘Li gorî gotinên ku heta qesra padîşah, li seranserê welatê Îsraêl tên gotin, ji bo çi hûn li paş dimînin?
Hûn birayên min in, xwîn û goştê min! Ji bo ku padîşah vegerînin, hûn çima dereng dimînin?’
“Ji Emasa re jî bêjin: ‘Tu xwîn û goştê min î! Heke niha ez te li cihê Yoav nekim fermandar, bila Xwedê min wekî wî, jê jî xerabtir bike!’”
Bi vî awayî Dawid hemû Cihûdayiyan, bi xwe ve girê da. Cihûdayiyan ji padîşah re got: “Bi hemû zilamên xwe re vegerin!”
Padîşah rabû çû. Di rê de hat ber Çemê Şerîayê. Cihûdayiyan ji bo ku padîşah pêşwazî bikin û ji Çemê Şerîayê derbas bikin, hatin Gîlgalê.
Şîmiyê kurê Gêrayê Binyamînî yê ji Bahûrîmê ji bo Dawidê Padîşah pêşwazî bike, bi Cihûdayiyan re lezand û hat.
Li ba wî ji eşîra Binyamîn hezar kes hebûn. Sîvayê xulamê Mala Şawûl jî, bi panzdeh kurê xwe û bîst xulamên xwe ve, hat ba padîşahê li keviya Çemê Şerîayê.
Ji bo ku malbata padîşah ji avê derbas bikin û daxwaza wî bi cih bînin, di bihora çem re derbasî aliyê din bûn. Gava padîşah dixwest Çemê Şerîayê derbas bike, Şîmiyê kurê Gêra xwe li ber wî avêt erdê.
Ji padîşah re got: “Ezbenî, min sûcdar neke! Ya xweyê min padîşah, sûcê ku roja tu ji Orşelîmê derketî min kir, neyîne bîra xwe û nexe dilê xwe.
Ji ber ku xulamê te dizane ku guneh kiriye. Ji bo xweyê xwe padîşah pêşwazî bikim, ji tevahiya Mala Ûsiv, yê pêşiyê hatiye ez im.”
Avîşayê kurê Serûyayê got: “Niha divê Şîmî bê kuştin, ji ber ku wî naletê li kifşkiriyê Xudan anî.”
Dawid got: “Ya kurên Serûya! Ev ne karê we ye! Îro çima hûn neyartiya min dikin?! Ma ez nizanim ku ez padîşahê gelê Îsraêl im?! Wê îro li welatê Îsraêl mirovek jî neyê kuştin.”
Padîşah ji Şîmî re sond xwar û got: “Tê nemirî.”
Neviyê Şawûl Mefîboşet jî çû ku pêşwaziya padîşah bike. Ji roja ku padîşah çû û heta bi xêr û silamet vegeriya, lingê xwe, cilên xwe neşûştibû, rihê xwe nequsandibû.
Dema ji bo padîşah pêşwazî bike ji Orşelîmê hatibû, padîşah wiha pirsî: “Mefîboşet, tu çima bi min re nehatî?”
Mefîboşet got: “Ya xweyê min padîşah! Xulamê te, ji ber ku kulek bû min ji Sîvayê xulamê xwe re got: ‘Kerê palan bike ku ez lê siwar bibim û bi padîşah re herim’ lê wî ez xapandim.
Herwiha li ber xweyê min padîşah, çavreşî avêt xulamê te. Lê tu ya xweyê min padîşah, tu mîna milyaketekî Xwedê yî. Ya ku di çavên te de rast e bike.
Ji ber ku hemû kesên malbata kalê min mirinê heq kirine, te li ser sifreya xwe cihekî taybet da xulamê xwe. Ji vê bêtir ma heqê min ku tiştekî ji te daxwaz bikim heye padîşahê min?”
Padîşah got: “Ne lazim e derbarê karê xwe de tu zêdetir biaxivî. Min biryara xwe da ku tu û Sîva erdê xwe li hev parve bikin.”
Mefîboşet got: “Madem xweyê min padîşah, bi xêr û silamet vegeriya qesra xwe, bila tevahiya erd ji Sîva re be.”
Barzîllayê Gîladî jî, di derbasbûna Çemê Şerîayê de li ba padîşah bû û ji bo oxirkirina wî ji Rogelîmê hatibû.
Barzîllay kalekî pîrê heştê salî bû. Gava padîşah li Mahanayîmê bû, Barzîllay debara wî kiribû. Çimkî hebûna Barzîllay pir bû.
Padîşah ji Barzîllay re got: “Were bi min re derbasî aliyê din bibe, ezê li Orşelîmê te xweyî bikim.”
Lê Barzîllay wiha got: “Çiqas temenê min maye ku ez bi te re bêm Orşelîmê?
Ez heştê salî me. Ezê çawa bikaribim qencî û xerabiyê ji hev derxim? Çawa tehma xwarin û vexwarînê bikim? Ezê çawa dengê stranbêjên jin û mêran ji hev derxim? Ez çima ji xweyê xwe padîşah re, bibim bar û piştî?
Wê xulamê te bi te re Çemê Şerîayê derbas bike. Ji bo çi padîşah min wiha xelat dike?
Destûr bide ku ez vegerim, li bajarê xwe, li ber kêleka gora dê û bavê xwe bimirim. Lê xulamê te Kîmham li vir e. Bila ew bi te re derbasî aliyê din bibe, çi li ber çavên te baş e, tê jê re bikî.”
Padîşah got: “Kîmham wê bi min re derbas bibe û tiştê ku te ji bo wî baş dîtiye, ezê jê re bikim. Tu ji min çi bixwazî ezê bînime cih.”
Piştî vê yekê, padîşah û tevahiya gel Çemê Şerîayê derbas kirin. Padîşah Barzîllay ramûsa û ew pîroz kir. Piştre Barzîllay vegeriya mala xwe.
Padîşah derbasî Gîlgalê bû. Kîmham jî pê re çû. Hemû Cihûdayî û nîvê Îsraêliyan pê re hevalbendî kirin.
Piştre tevahiya gelê Îsraêl çû ba padîşah û got: “Ji bo çi Cihûdayiyên birayên me tu ji me vedizî? Ji bo çi, tevî te, malbata te û hemû zilamên te, ji Çemê Şerîayê derbasî aliyê din kirin?”
Li ser vê yekê, Cihûdayiyan ji gelê Îsraêl re got: “Ji ber ku padîşah yekî ji me ye, hûn çima ji vê yekê hêrs dibin? Ma me ji hebûna padîşah tiştek xwariye? Me ji xwe re tiştek hildaye?”
Îsraêliyan wiha gotin: “Em li ba padîşah deh eşîr in. Heqê me ji we bêtir li ser Dawid heye. Baş e çima hûn me biçûk dibînin? Yên ku cara pêşî behsa anîna padîşahê me kiriye, ma ne em bûn?” Lê belê gotina Cihûdayiyan bi ser ya Îsraêliyan ket.
Di wê navberê de yekî ji eşîra Binyamîn mirovekî xerab bû, navê wî Şevayê kurê Bikrî bû. Ew bi awayekî rasthatinî li Gîlgalê bû. Şeva li boriyê xist û got: “Ne para me li ba Dawid heye, Ne jî mîrasa me li ba kurê Yêşa! Ya gelê Îsraêl, bila herkes vegere konê xwe!”
Li ser vê yekê, Îsraêliyan Dawid hiştin û dan pey Şevayê kurê Bikrî. Lê Cihûdayî bi padîşahê xwe ve girêdayî man û ji Çemê Şerîayê heta Orşelîmê pê re hevalbendî kirin.
Gava Dawidê Padîşah gihîşt qesra xwe ya li Orşelîmê, wî deh cariyeyên ku li qesrê binêrin li wir hiştibûn, hildan bin çavdêriya xwe û xweyî kirin. Lê bi wan re raneza. Heta mirina xwe, wekî jinebî li wir man.
Dawid ji Emasa re got: “Di nava sê rojan de gazî Cihûdayiyan bikin bila werin ba min. Tu jî li vir be.”
Emasa çû gazî Cihûdayiyan bike. Lê di dema xwe de venegeriya.
Paşê Dawid ji Avîşay re got: “Niha Şevayê kurê Bikrî wê xerabî bi me bike ku ji xerabiya Avşalom zêdetir dibe. Zilamên xweyê xwe hilde û bide pey wî. Yan na wê ji xwe re bajarên bisûr bibîne û ji me bireve.”
Bi vî awayî zilamên Yoav bi tevahiya Kerêtî û Peletiyan re ku mêrxas bûn, di bin berpirsiyariya Avîşay de dan pey Şevayê kurê Bikrî û ji Orşelîmê derketin.
Dema gihîştin ber zinarê mezin ê li Gîvonê, Emasa çû pêşiya wan. Yoav cilên xwe yên şer li xwe kiribûn. Li ser cilên xwe, kemberek girê dabû, li ser kemberê jî şûrekî di kalên de girêdayî bû. Dema ku Yoav meşiya, şûr ji kalanê xwe derket.
Yoav ji Emasa pirsî: “Çawayî bira?” Ji bo ku wî ramûse bi destê xwe yê rastê bi rihê wî girt.
Emasa şûrê di destê Yoav de nedît. Yoav şûr li zikê wî xist û ûr û roviyên Emasa rijiyan erdê. Hewce nema ku cara diduyan lê bixe, Emasa di cih de mir. Piştî vê yekê Yoav û birayê xwe Avîşay, careke din dan pey Şevayê kurê Bikrî.
Zilamekî Yoav li kêleka cendekê Emasa sekinî û got: “Her kesê alîgirê Yoav û dildarê Dawid e, bila bide ser riya Yoav.”
Cendekê Emasa li nava rê, di nav xwînê de li wir disekinî. Zilamê Yoav dît ku her kesê nêzîkî mirî dibe, li wir disekine. Rabû Emasa ji wir hilda, bir nav zevî û kincek avête ser.
Piştî cendek ji ser rê hildan, her kesî da ser riya Yoav ku bidin pey Şevayê kurê Bikrî.
Şeva ji nav eşîrên Îsraêl û herêma Bikriyan derbas bû û hat Avêl-Bêtmaexayê. Bikrî jî kom bûn û li pey wî ketin bajêr.
Yoav û hemû zilamên xwe gihîştin bajarê Avêl-Bêtmaexayê û li wir dor li Şeva girtin. Bi axê li ber sûra bajêr, palek çêkir û dest bi hilweşandina dîwaran kirin.
Di vê navberê de jineke zana ji nav bajêr gazî kir: “Guhdar bin! Guhdar bin! Bêjin Yoav bila were vir, ezê pê re bipeyivim.”
Gava Yoav nêzîkî jinikê bû, jinik pirsî: “Yoav tu yî?” Yoav got: “Ez im.” Jinikê got: “Guh bide gotinên xulama xwe.” Yoav got: “Keremke, ez guhdar im.”
Jinikê berdewam kir û got: “Berê dihat gotin: ‘Bi bajarê Avêlê bişêwirin’ û pirsgirêk wisa çareser dikirin.
Em mirovên baş in û silametiya gelê Îsraêl dixwazin. Lê tu bajarekî ku wekî diyeke welatê Îsraêl hembêz dikî. Çima dixwazî mîrasa Xudan bikujî?”
Yoav got: “Xwedê neke! Ne dixwazim hilweşînim, ne jî dixwazim qir bikim.
Rewş ne wiha ye. Ji herêma çiyayî ya Efrayîmê, zilamê bi navê Şevayê kurê Bikrî, li dijî Dawidê Padîşah serî hilda. Tenê wî bidin, ezê jî, ji bajêr herim.” Jinikê got: “Wê serê wî ji ser sûran bavêjine ber te.”
Piştre jinik bi zanebûn û şîreta xwe bang li tevahiya gel kir. Gel jî serê Şevayê kurê Bikrî jê kir û avêt ber Yoav. Li ser vê yekê Yoav li boriyê xist. Zilamên wî dev ji bajêr berdan, vegeriyan konên xwe. Yoav jî vegeriya Orşelîmê ba padîşah.
Yoav li ser artêşa gelê Îsraêl bû. Benayayê kurê Yehoyada jî fermandarê artêşa Kerêtî û Peletiyan bû.
Adoram ji suxrevanan berpirsiyar bû. Yehoşafatê kurê Ahîlûd, qeydnivîsê padîşahiyê bû.
Şewa nivîsende, Sadoq û Aviyatar kahin bûn.
Îrayê Yayîrî jî kahinê Dawid bû.
Di serdema Dawid de, sê salan li ser hev xela hebû. Dawid ji Xudan pirsî. Xudan got: “Şawûl û malbata wî destbixwîn in. Wî Gîvonî dan kuştin.”
Padîşah gazî Gîvoniyan kir û bi wan re peyivî. –Gîvonî ne ji ziriyeta Îsraêliyan bûn. Ew bermayiyê Amoriyan bûn. Îsraêlî sond xwaribûn ku dest nedin wan. Lê Şawûlê ku ji bo gelê Îsraêl û Cihûdayê sax bihêle kedeke mezin dabû, dixwest ku wan tune bike.–
Dawid ji Gîvoniyan pirsî: “Ji bo we ez dikarim çi bikim? Ji bo ku hûn gelê Xudan pîroz bikin, ezê çawa sûc bidim bexişandin?”
Gîvoniyan bersiva wî dan: “Em ji malbata Şawûl ne zêr ne jî zîv dixwazin, em naxwazin Îsraêliyekî bikujin.” Dawid got: “Hûn çi dixwazin ezê bikim.”
Wan ji padîşah re got: “Heft kurên wî mirovî bidin me ku qira me anî. Wî fen û fût li me kir ku em li seranserê welatê Îsraêl nemînin.
Emê wan bikujin û li bajarê Gîvaya Şawûlê kifşkiriyê Xudan, li hizûra Xudan daleqînin.” Padîşah got: “Ezê wan bidim we.”
Lê padîşah, bi Yonatanê kurê Şawûl re, ji bo sonda ku li ber Xudan xwaribû, Mefîboşetê kurê Yonatan parast.
Di şûna wî de, du kurên Rispa keça Ayayê, yên bi navê Armonî û Mefîboşet ku ji Şawûl anîbû dinyayê û pênc kurên ku ji Edriyêlê kurê Barzîllayê Meholayiyê ku ji keça Şawûl Mêravê anîbû dinyayê hilda.
Dawid ew dan destê Gîvoniyan. Gîvoniyan ew li çiya, li hizûra Xudan daleqandin. Her heft jî hema wî çaxî, di cih de mirin. Ew di rojên destpêka dirûtina ceh de hatin kuştin.
Rispaya keça Aya, çûx hilda û ji bo xwe li ser zinarekî raxist. Di rojên dirûtina pêşîn heta ku baran bi ser miriyan de bariya, Rispa li wir ma. Cendekan nava rojê ji teyrên ezmanan, bi şev jî, ji heywanên çolê parastin.
Gava Dawid bi kirinên cariyeya Şawûl Rispaya keça Aya hesiya,
ew çû û hestiyên Şawûl û Yonatanê kurê wî ji xelkê Yavêş-Gîladê standin. Roja ku Filîstiyan li Çiyayê Gilboayê Şawûl kuşt, cendekê wî û cendekê kurê wî, li qada Bêtşeanê daleqandibûn. Xelkê Yavêş-Gîladê jî cendek bi dizî ji wir anîbûn.
Dawid hestiyên Şawûl û kurê wî Yonatan ji wir anîn. Hestiyên heft kesên ku hatibûn darvekirin jî berhev kirin.
Hestiyên Şawûl û Yonatanê kurê wî, di gora Qîşê bavê Şawûl de veşartin ku li Sêlaya herêma Binyamînê bû. Hemû fermanên padîşah bi cih anîn. Piştî vê yekê Xwedê bersiv da lavakirinên li ser welêt.
Di navbera Îsraêlî û Filîstiyan de ji nû ve şer derket. Dawid û zilamên wî çûn li dijî Filîstiyan şer kirin. Di wê navberê de Dawid ji hal ket.
Yîşbî-Benovê Filîstî yê ji kurên Refayiyan xweyê rimeke tûncîn bû ku giraniya serê wî nêzîkî sê sed şekelî bû. Wî şûrekî nû girê dabû û dixwest Dawid bikuje.
Lê Avîşayê kurê Serûyayê xwe gihande hewara Dawid. WÎ êrîş kir û ew kuşt. Ji wir û pêde zilamên Dawid jê re sond xwar û got: “Ji bo ku qendîla Îsraêl netefe, tu careke din bi me re neyê şer.”
Piştî demekê bi Filîstiyan re li Govê şer derket. Di wî şerî de, Sîbbexayê Huşayî, Sîppayê ji ziriyeta Refa kuşt.
Di navbera gelê Îsraêl û Filîstiyan de li Govê dîsa şer derket. Êlhananê kurê Yaerê-Oregîmê Bêtlehemî Golyatê Gatî kuşt ku destiyê rima wî wekî darê tevnê bû.
Li Gatê careke din şer derket. Li wir zilamekî bejinbilind hebû ku dest û lingên wî şeştilî bûn. Bi giştî bîst û çar tiliyên wî hebûn. Ew jî, ji ziriyeta Refa bû.
Gava zilam tinazê xwe bi gelê Îsraêl kir, Yonatanê kurê Şîmayê birayê Dawid, ew kuşt.
Her çar ji wan jî, ji ziriyeta Refa bûn û li Gatê diman. Ew bi destê Dawid û zilamên wî hatin kuştin.
Çaxê Xudan Dawid ji destê Şawûl û hemû dijminên wî rizgar kir, Dawid ji Xudan re ev stran got.
Wî got: “Xudan zinarê min, sitargeha min û xilaskarê min e.
Xwedayê min, zinarê min ê xwespartinê, Mertalê min, rizgarkarê min ê hêzdar, Sitargeha min û cihê reva min ew e! Xilaskarê min, ji zordestiyê tu min rizgar dikî.
Ez gazî dikim Xudanê hêjayî pesnan, Rizgar dibim ji dijminan.
Çimkî dora min pêçan pêlên mirinê, Ser min re avêtin lehiyên wêrankirinê.
Benên diyarê miriyan ez dorpêç kirim, Rastî kemînên mirinê hatim.
Min di tengasiya xwe de gazî Xudan kir, Gazî Xwedayê xwe kir. Ji Perestgeha xwe bihîst dengê min, Ket guhê wî hewara min.
Dinya lerizî û hejiya. Bingehên ezmanan leqiyan û lerizîn, Çimkî Xudan hêrs bûbû.
Dû ji pozê wî bilind bû, Ji devê wî agirê şewatê Û perengên êgir pijiqîn.
Ezman qelaşt û daket, Ewrên reş di bin lingên wî de bûn.
Li xerûbekî siwar bû û firiya, Li ser baskên bayê xuya bû.
Tariyê li xwe pêça. Ewrên reş ên baranê ser xwe kir holik.
Ji biriqîna hizûra wî Brûsk dipijiqîn.
Xudan ji ezmanan kir gurmîn, Deng da Yê Herî Berz.
Tîrên xwe avêt û dijminên xwe belav kirin, Bi brûskan ew têk birin.
Ji erzşikandina Xudan Kûrahiyên deryayê kifş bûn, Hilma pozê wî wekî bayekî xurt Bingeha dinyayê da xuyakirin.
Ji jor ve dirêjî min kir destê xwe Xudan, Ez girtim, ez deranîm ji boşahiya avan.
Wî ez ji dijminên min ên dijwar, Ji yên ku ji min nefret dikirin, rizgar kirim, Çimkî ew ji min hêzdartir bûn.
Di roja felaketê de derketin li dijî min, Lê Xudan bû piştgirê min.
Wî ez derxistim firehiyê, Ez rizgar kirim, dilê wî ji min xweş bû.
Xudan berdêla rastiya min da, Li gorî paqijiya destên min, ez xelat kirim.
Çimkî ez di riya Xudan de meşiyam, Min xerabî nekir, ji Xwedayê xwe neqetiyam.
Li pêş min in hemû qanûnên wî, Ez dûr neketime ji rê û rêbazên wî.
Ez li ber wî bêqisûr bûm, Min xwe dûr kir ji sûcan.
Ji ber vê yekê Xudan, li gorî rastiya min, Li gorî paqijiya min a li ber wî, ez xelat kirim.
“Tu ji yê dilsoz re dilsoz î, Ji yê bêqisûr re bêqisûr î.
Bi pakan re pak, Bi xwaran re dijwar î.
Tu yî xilaskarê nefsbiçûkan, Çavê te lê ye ku tu daxî pozbilindan.
Ya Xudan, tu yî qendîla min, Xudan ronî dike tariya min.
Bi te ez êrîş dikim ser leşkeran, Bi Xwedayê xwe derbas dibim ji sûr û çeperan.
“Riya Xwedê temam û kamil e, Gotina Xudan xas e. Ew ji her kesê ku xwe dispêre wî re mertal e.
Ma ji xeynî Xudan, xwedê heye? Gelo ji xeynî Xwedayê me, zinar heye?
Yê ku hêzê dide min Xwedê ye, Yê ku riya min rast dike ew e.
Ew lingan dide min wekî lingên xezalan, Min hildikişîne bilindciyan.
Ew destên min hîn dike ji bo şeran, Milên min ditewînin kevanê ji tûncan.
“Tu mertalê rizgariyê didî min, Alîkariya te min bilind dike.
Tu fireh dikî cihê gavên min, Loma nalikume lingê min.
Ez li pey dijminên xwe ketim, min ew tune kirin, Ez nezivirîm heta ku ew neqediyan.
Min ew qedandin û perçiqandin, êdî nikarin rabin, Ketin bin lingên min.
Ji bo şer, te ez hêzdar kirim, Yên ku li dijî min rabûn, davêjî ber lingên min.
Te kir ku dijminên min birevin, Yên ku ji min nefret dikin, min ew tune kirin.
Wan kir hewar lê nebû rizgarkar, Gazî kirin Xudan lê bersiv neda wan.
Min ew hûr û hela kirin wekî toza erdê, Di bin lingên xwe de perçiqandin wekî heriya kuçeyê.
Te ez rizgar kirim ji pevçûna gelê min, Ji bo serweriya miletan te ez parastim. Miletên ku ez wan nas nakim, Ji min re xulamiyê dikin.
Xerîb li ber min dibin erd û ax, Çawa dibihîzin, li ber min ta dibin.
Reng û rûçikê wan avêt, Bi lerizîn ji asêgehên xwe derdikevin.
“Xudanê Jîndar, Zinarê min pîroz be! Bila Xwedayê min, Zinarê rizgariya min, Di ser her tiştî re be!
Ew, Xwedê ye ku distîne heyfa min, Miletan dike bin destê min.
Min ji dijminên min azad dike, Min ji serhildêran mezintir dike, Min ji zordestan rizgar dike.
Ya Xudan, ji ber vê, Ezê ji te re şikir bikim li nav miletan, Pesnê navê te bidim bi lavijan.
Xudan serketinên mezin dide padîşahê xwe. Ji bo kifşkiriyê xwe, ji bo Dawid û ziriyeta wî Her û her dilovan e.”
Gotinên Dawid ên dawîn ev in: Gotina Dawidê kurê Yêşa, Gotina zilamê ku Xwedayê Aqûb ew bilind kiriye, Kesê ku Xwedê ew kifş kiriye Û stranbêjê delal ê gelê Îsraêl, ev e:
Ruhê Xudan bi riya min dibêje, Gotina wî li ser zarê min e.
Xwedayê Îsraêl peyivî, Zinarê Îsraêl ji min re got: “Bila serwerê mirovan li ser rastiyê be, Bila bi tirsa Xwedê serweriyê bike.
Ew wekî rojeke bêewr, Wekî şewqa serê sibê tê dîtin. Bi biriqîna wî, piştî baranê di axê de giya şîn dike.”
Mala min jî bi Xwedê re ma, ne wisa ye? Bi min re peymaneke heta hetayê çêkir, Peymaneke bi her awayî tekûz û ewle. Ew herdem esse min rizgar dike, Daxwazên min bi cih tîne.
Kesên xerab jî, Wekî stiriyên ku bi destan nayên girtin, Wê bi tevahî bên avêtin.
Kesê ku dest bide stiriyan, Bi amûreke hesin, An jî bi destiyê rim bikeve, Wê ew stirî li cihê xwe, bi giştî bên şewitandin.
Navên mêrxasên Dawid ev bûn: Yoşêv-Başşevetê Tahkemonî ku wekî Edînoyê Esniyî jî tê nasîn û serekê Sê Mêrxasan bû. Wî di êrîşekê de heşt sed kes kuştin.
Yê diduyan, Êlezarê kurê Dodoyê Ahohî, yek ji sê mêrxasên li ba Dawid ku li dijî Filîstiyên li Pas-Dammîmê kom bûbûn re serî hildabû. Di wê navberê de gelê Îsraêl paş ve vekişiyabû,
lê Êlezar rabû û heta ku destê wî westiya û bi şûr ve zeliqî, Filîstî kuştin. Wê rojê Xudan serfiraziyeke mezin pêk anî. Gel hat ba Êlezar lê tenê ji bo kuştiyan bişelîne.
Yê sisêyan Şammayê kurê Agêyê Hararî bû. Gava Filîstî li Lahayê li kêleka zeviya nîskan kom bûbûn, gelê Îsraêl ji ber wan reviyabûn.
Lê Şamma di nava zeviyê de sekinîbû û wir parastibû. Wî Filîstî kuştibûn û Xudan serfiraziyeke mezin pêk anîbû.
Dema çinînê ji Sî Serekan sisê hatin Şikefta Edûllamê, ba Dawid. Komeke Filîstiyan li Deşta Refayîmê artêşgeh danîbû.
Di wê navê de Dawid li asêgehê, yekîneya din a Filîstiyan jî li Bêtlehemê bûn.
Dawid bi hêvî got: “Xwezî yekî ji bîra li ber dergehê Bêtlehemê av ji min re bianiya.”
Ev her Sê Mêrxas ji nava artêşgeha Filîstiyan derbas bûn û ji bîra li ber dergehê Bêtlehemê av kişandin û ji Dawid re anîn. Lê Dawid nexwest vexwe. Wî av rijand û pêşkêşî Xudan kir
û got: “Ya Xudan! Kirina vê yekê bila ji min dûr be! Ma ez xwîna van kesan vexwim ku canê xwe avêtine xeterê?” Ji ber vê yekê nexwest avê vexwe. Mêrxasiya hersêyan bi vî awayî bû.
Avîşayê birayê Yoav kurê Serûyayê serekê Sê Mêrxasên din bû. Rima xwe bilind kir û sê sed kes kuştin. Ji ber vê yekê bi qasî her Sê Mêrxasan nav da.
Ew pêşengê her Sê Mêrxasan bû û di nav wan de kesê herî navdar bû. Lê yek ji Sê Mêrxasan nehat hesibandin.
Benayayê Qavseyêliyê kurê Yehoyada şervanekî wêrek bû. Karên mezin pêk anî. Du Moaviyên dilşêr kuştin. Herwiha di rojeke berfê de daket çalekê û li wir şêrekî kuşt.
Wî bejinbilind kuşt. Di destê kesê Misrî de rim hebû. Benaya bi darekî êrîşî wî kir. Rim ji destê wî derxist û pê kuşt.
Tiştên ku Benayayê kurê Yehoyada kiribûn ev bûn. Bi vê riyê, ew jî bi qasî her sê mêrxasan navdar bû.
Benaya her çiqas di nav Sî Serekan de yê herî navdar jî bû, lê ew ji Sê Mêrxasan nehat hesibandin. Dawid ew kir fermandarê parêzvanên xwe.
Mêrxasên din ku di nav Sî Serekan de dihatin hesibandin ev in: Esahêlê birayê Yoav, Êlhananê kurê Dodoyê Bêtlehemî,
Şammayê Harodî, Êlîqayê Harodî,
Helesê Peletî, Îrayê kurê Îqqêşê Teqoayî,
Aviyezerê Enatotî, Mevunnayê Huşayî,
Salmonê Ahohî, Mahrayê Netofayî,
Hêlevê kurê Baenayê Netofayî, Îttayê kurê Rîvayê ji Gîvaya Binyamîniyan,
Benayayê Pîretonî, Hiddayê ji geliyên Gaeşê,
Avî-Elbonê Ervayî, Ezmawetê ji Barhûmê,
Êlyahbayê Şaelbonî, Yaşênê Gûnî, Yonatan,
Şammayê ji Hararê, Ahiyamê kurê Şararê ji Hararê,
Êlîfeletê kurê Ahasbayê Maexayî, Êliyamê kurê Ahîtofêlê Gîloyî,
Hesrayê Karmelî, Paerayê ji Aravê,
Yîgalê kurê Natanê Sovayî, Baniyê Gadî,
Seleqê Emmonî, Nahrayê Beêrotiyê çekdarê Yoavê kurê Serûya,
Îrayê Yattîrî, Garêvê Yattîrî
û Ûriyayê Hîtîtî. Tev sî û heft kes bûn.
Xudan dîsa ji gelê Îsraêl hêrs bû, Dawid li dijî wan sor kir û got: “Here, gelê Îsraêl û gelê Cihûda bijmêre.”
Padîşah ji Yoavê Fermandar ku li ba wî bû re got: “Here, hemû eşîrên Îsraêl, ji Danê heta Beêr-Şevayê bijmêrin ku ez hejmarê bizanibim.”
Yoav jê re got: “Xwedayê te Xudan, gelê xwe sed qat zêdetir bike. Bila xweyê min padîşah jî vê bibîne! Lê ezbenî, padîşahê min çima vê bixwaze?”
Gotina padîşah ji gotina Yoav û hemû fermandarên din serdestir derket. Bi vî awayî ew ji ba padîşah rabûn çûn ku gelê Îsraêl bijmêrin.
Ji Çemê Şerîayê derbas bûn û nêzîkî Eroêrê, li başûrê bajarê li navenda gelî kon vedan. Ji wir yek bi yek Gadê, Yazêrê,
Gîladê, Tahtîm-Hodşî û Dan-Yaenê derbas kirin û gihîştin Saydayê.
Piştre çûn Keleha Sûrê, li hemû bajarên Hîwiyan û Kenaniyan geriyan. Di dawiyê de gihîştin Beêr-Şevaya li beriya Negeva Cihûdayê.
Neh meh û bîst rojan li seranserê welêt geriyan û piştre vegeriyan Orşelîmê.
Yoav encama hejmartinê ji padîşah re got: Gelê Îsraêl heşt sed hezar, gelê Cihûda jî pênc sed hezar şûrkêş bûn.
Piştî ku wî gel hejmart, Dawid xwe sûcdar dît û ji Xudan re got: “Min gunehekî mezin kir! Ya Xudan, ez lava dikim sûcê xulamê xwe bibexişîne. Min bêaqiliyeke mezin kir.”
Dawid serê sibê rabû û gotina Xudan ji Gadê Pêxember ê ku zanyarê Dawid bi xwe ye, hat û got:
“Here ji Dawid re bêje: ‘Xudan wiha dibêje: Ez sê xal datînim pêş te. Ji wan yekî hilbijêre ez wê bi te bikim.’”
Gad çû ba Dawid û jê re got: “Tu çi dixwazî, bila li welatê te heft salan xela çêbe, tu sê mehan ji ber dijminên te birevî ku li pey xwe diçin, an bila sê rojan kul bikeve welatê te? Niha baş bifikire, ezê bersiveke çawa bidim Yê ku ez şandime.”
Dawid ji Gad re got: “Tengasiya min mezin e. Bila em bikevin destê Xudan, çimkî rehma wî mezin e. Ez nakevim destê mirovan.”
Li ser vê yekê Xudan ji wê sibehê pê ve heta demeke kifşkirî, kul şand ser welatê Îsraêl. Ji Danê heta Beêr-Şevayê, heftê hezar kes mirin.
Dema milyaket ji bo Orşelîmê tune bike destê xwe dirêj kir, Xudan fikra xwe ya hilweşandinê guhert. Ji milyaketê ku gel tune dikir re got: “Bes e! Destê xwe bikişîne.” Milyaketê Xudan li ber bêndera Arawnayê Yevûsî disekinî.
Gava Dawid dît ku milyaket gel tune dike, wî ji Xudan re got: “Tenê min guneh kir. Min sûc kir. Ma vî pezî çi kiriye? Lava dikim destê te li dijî min û mala bavê min be.”
Wê rojê Gad çû ba Dawid. Ji wî re got: “Here, li bêndera Arawnayê Yevûsî ji Xudan re gorîgehekê çêke.”
Çawa ku Gad bi navê Xudan emir kir, Dawid rabû çû.
Gava Arawna dît ku padîşah û xulamên xwe ber pê ve tên, ew çû û li pêş padîşah deverû çû erdê.
Wî got: “Xweyê min padîşah ji bo çi hat ba xulamê xwe?” Dawid got: “Ezê bêndera te bikirim û lê ji Xudan re gorîgehekê çêkim ku kul ji nav gel rabe.”
Arawna ji Dawid re got: “Bila! Bila xweyê min padîşah bi ya ku di çavê wî de baş e, pêşkêş bike! Va ye, ji bo qurbana şewitandinê, gayan û ji bo êzing, nîr û cercereyan.
Ya padîşah! Arawna hemûyan dide te.” Wî berdewam kir û got: “Xwedayê te Xudan bila ji te dilxweş be!”
Lê belê padîşah got: “Nabe! Ezê malê te esse bi bihayekê ji te bistînim. Çimkî gava ez nekirim, nikarim qurbanên şewitandinê pêşkêşî Xwedayê min Xudan bikim.” Bi vî awayî Dawid cihê bênderê û gayên wî beramberî pêncî şekel zîvî kirî.
Dawid li wir ji Xudan re gorîgehek çêkir û qurbanên aştiyê û şewitandinê pêşkêş kirin. Xudan bersiv da lavakirina wî ya ji bo welêt. Nexweşiya giran ji nava welatê Îsraêl rakir.
Çaxê Dawidê Padîşah kal bûbû û bi salan ve çûbû, her çiqas kinc diavêtin ser jî germ nedibû.
Xulamên wî jê re got: “Ji bo xweyê me padîşah li keçeke xama bigerin. Bila ew li ba padîşah bimîne, hay jê hebe, di paşila wî de razê ku xweyê me padîşah germ bibe.”
Wan li seranserê welatê Îsraêl li keçeke delal geriyan. Avîşaga Şûnêmî dîtin û ew ji padîşah re anîn.
Keçik pir delal bû; bala xwe da ser padîşah û xizmeta wî kir. Lê padîşah qet dest neda wê.
Adoniyayê kurê Haggîtê xwe qure kir û got: “Ez im ê ku bibe padîşah.” Ji xwe re erebe, siwarî û pêncî kes amade kirin ku li pêş wî bibezin.
Bavê wî tu caran erzê wî neşikandibû û jê re negotibû: “Te çima wiha kir?” Adoniya kurekî pir lihevhatî bû û piştî Avşalom hatibû dinyayê.
Adoniya bi Yoavê kurê Serûya û Aviyatarê Kahin re peyivî û wan da pey wî û alîkariya wî kirin.
Lê Sadoqê Kahin, Benayayê kurê Yehoyada, Natanê Pêxember, Şîmî, Rêyî û mêrxasên Dawid nedan pey Adoniya.
Adoniya li ber Zinarê Zoheletê yê li nêzîkî Eyn-Rogêlê; pez, dewar û golikên dermale serjê kirin û gazî hemû birayên xwe ku kurên padîşah bûn û gazî hemû zilamên Cihûdayê kir ku xulamên padîşah bûn.
Lê gazî Natanê Pêxember, Benaya, Silêmanê birayê xwe û mêrxasan nekir.
Li ser vê yekê Natan, ji Bat-Şevaya diya Silêman re got: “Ma te nebihîst ku Adoniyayê kurê Haggîtê bûye padîşah? Gelo xweyê me Dawid jî nizane?
De were destûrê bide min ku ez şîretan li te bikim ji bo tu canê xwe û kurê xwe Silêman rizgar bikî.
Here ba Dawidê Padîşah û jê re bêje: ‘Xweyê min padîşah, ma te ji min re sond nexwar û negot: Piştî min kurê te Silêman wê padîşahiyê bike û wê li ser textê min rûne? Çima Adoniya bûye padîşah?’
Beriya ku tu axaftina xwe ya bi padîşah re biqedînî, ezê bêm hundir û gotinên te bidim erêkirin.”
Bat-Şeva rabû çû odeya padîşah. Padîşah gelek kal bûbû û Avîşaga Şûnêmî xizmeta wî dikir.
Bat-Şevayê xwe tewand û li ber padîşah deverû çû erdê. Padîşah got: “Keremke, tu çi dixwazî?”
Wê jê re got: “Ezbenî, te bi navê Xwedayê xwe Xudan, ji min re sond xwar û got: ‘Piştî min kurê te Silêman wê padîşahiyê bike û wê li ser textê min rûne.’
Va ye, niha Adoniya padîşahî dike û tu, xweyê min padîşah, bi vê yekê nizanî.
Wî gelek ga, golikên dermale û pez qurban kirin û gazî hemû kurên padîşah, Aviyatarê Kahin û Yoavê Fermandar kir, lê gazî xulamê te Silêman nekir.
Padîşahê min, çavên tevahiya gelê Îsraêl li te ye ku tu kesê piştî te li ser textê padîşahiyê rûne eşkere bikî.
Yan na piştî ku xweyê min padîşah mir û gihîşt bav û kalên xwe, ez û kurê xwe Silêman, emê bên sûcdarkirin.”
Gava ew bi padîşah re dipeyivî, Natanê Pêxember hat.
Ji padîşah re hat gotin: “Ezbenî, Natanê Pêxember hat.” Natan hat pêşberî padîşah, li ber wî deverû çû erdê.
Natan got: “Xweyê min padîşah, gelo te gotiye: ‘Piştî min wê Adoniya padîşahiyê bike û wê li ser textê min rûne’?
Ji ber ku ew îro hat; gelek ga, golikên dermale û pez qurban kirin û gazî hemû kurên padîşah, fermandarên artêşê û Aviyatarê Kahin kir. Ew niha dixwin, vedixwin û dibêjin: ‘Her bijî Padîşah Adoniya!’
Lê wî gazî min, Sadoqê Kahin, Yehoyadayê kurê Benaya û xulamê te Silêman nekir.
Gelo xweyê min padîşah wisa kir? Te bêyî me kesê piştî te li ser textê te rûne, eşkere kir?”
Dawidê Padîşah bersiv da û got: “Gazî Bat-Şevayê bikin!” Ew jî hat ba padîşah û li ber sekinî.
Padîşah sond xwar û got: “Bi navê Xudanê Jîndar ê ku canê min ji her tengasiyê rizgar kiriye,
wekî ku min bi navê Xwedayê Îsraêl Xudan ji te re sond xwariye û gotiye, bi rastî ezê îro jî wiha bikim: Piştî min, wê Silêmanê kurê te padîşahiyê bike û wê di cihê min de, li ser textê min rûne.”
Bat-Şevayê xwe li ber padîşah tewand, deverû çû erdê û got: “Bila xweyê min Dawidê Padîşah her û her bijî!”
Dawid berdewam kir û got: “Gazî Sadoqê Kahin, Natanê Pêxember û Benayayê kurê Yehoyada bikin bila bên ba min.” Gava ew hatin ba padîşah,
ji wan re got: “Xulamên xweyê xwe bînin, Silêmanê kurê min jî li hêstira min siwar bikin û wî bibin Gîhonê.
Bila li wir, Sadoqê Kahin û Natanê Pêxember wî rûn bikin û wekî padîşahê gelê Îsraêl kifş bikin. Li boriyê bixin û bêjin: ‘Her bijî Silêmanê Padîşah!’
Paşê bidin pey wî, wê were û li ser textê min rûne. Çimkî wê li cihê min bibe padîşah. Min ew li ser gelê Îsraêl û gelê Cihûda kir serwer.”
Benayayê kurê Yehoyada got: “Amîn! Bila Xudan Xwedayê xweyê min padîşah ji vê yekê razî be!
Çawa ku Xudan bi xweyê min padîşah re bû, bila bi Silêman re jî wiha be û bila textê wî, ji textê xweyê min Dawidê Padîşah mezintir bike.”
Sadoqê Kahin, Natanê Pêxember, Benayayê kurê Yehoyada, Kerêtî û Peletiyên parêzvan hatin, Silêman li hêstira Dawidê Padîşah siwar kirin û ew birin Gîhonê.
Sadoqê Kahin ji Konê Pîroz qiloçê zeytê hilda û Silêman rûn kir. Li boriyan xistin û tevahiya gel got: “Her bijî Silêmanê Padîşah!”
Tevahiya gel da pey wî, li bilûran xistin û şabûneke mezin kirin. Ji dengê wan, erd dihejiya.
Adoniya û hemû mêvanên wî, gava xwarina xwe qedandin, ev deng bihîstin. Dema Yoav dengê boriyan bihîst, pirsî û got: “Ev çi deng e ku ji bajêr tê?”
Hê ew bi xeberdan bû, Yonatanê kurê Aviyatarê Kahin hat. Adoniya got: “Bikeve hundir, çimkî tu mirovekî camêr î û mizgîniyê tînî.”
Yonatan li Adoniya vegerand û got: “Mixabin, xweyê me Dawidê Padîşah, Silêman kir padîşah!
Padîşah, Sadoqê Kahin, Natanê Pêxember, Benayayê kurê Yehoyada, Kerêtî û Peletiyên parêzvan pê re şandin û ew li hêstira padîşah siwar kirin.
Sadoqê Kahin û Natanê Pêxember, li Gîhonê ew rûn kirin û kirin padîşah. Bi şahî ji wir derketin, çingînî bi bajêr ket! Dengê tê bihîstin ev deng e.
Silêman jî êdî li ser textê padîşahiyê rûniştiye.
Herwiha xulamên padîşah hatin ku xweyê me Dawidê Padîşah pîroz bikin. Wan got: ‘Bila Xwedayê te, navê Silêman ji navê te bilindtir û textê wî jî, ji textê te mezintir bike.’ Padîşah jî li ser nivînên xwe deverû çû erdê.
Paşê padîşah wiha got: ‘Xwedayê Îsraêl Xudan pîroz be ku wî îro kesekî danî ser textê min û min jî ev bi çavê serê xwe dît.’”
Li ser vê yekê hemû mêvanên Adoniya lerizîn û ji tirsa belav bûn.
Adoniya ji Silêman tirsiya, çû xwe li qiloçên gorîgehê girt.
Ji Silêman re hat gotin: “Va ye, Adoniya ji Silêmanê Padîşah ditirse û xwe li qiloçên gorîgehê digire. Ew dibêje: ‘Bila Silêmanê Padîşah îro sond bixwe ku vî xulamê xwe bi şûr nekuje.’”
Silêman got: “Heke ew camêr be, jixwe mûyekî serê wî jî zirarê nabîne. Lê dilxerabî pê re hebe, wê bê kuştin.”
Li ser vê yekê Silêmanê Padîşah zilam şandin, ji gorîgehê anîn jêr. Adoniya xwe li ber Silêmanê Padîşah tewand. Silêman jê re got: “Rabe here mala xwe!”
Çaxê rojên mirina Dawid nêzîk bûn, wî emir da Silêmanê kurê xwe û got:
“Wekî her kesî ezê jî, ji vê dinyayê herim. Tu hêzdar û mêrxas be.
Peywira ku Xwedayê te Xudan daye te pêk bîne. Di riya wî de bimeşe û çawa ku di Şerîeta Mûsa de hatiye nivîsandin, emir, qanûn, rêbaz û şahidiyên Xwedê pêk bîne ku tu di her karê dikî û riya dimeşî de bi ser bikevî.
Wê Xudan vê gotina xwe ya li ser min bike: ‘Heke ziriyeta te, bi tevahiya dilê xwe û bi tevahiya canê xwe, miqateyê riya xwe be û bi dilsozî bi min re bimeşe, wê ji ziriyeta te mirovê li ser textê gelê Îsraêl kêm nebe.’
“Tiştê ku Yoavê kurê Serûya bi min kir, tu jî dizanî. Wî herdu fermandarên artêşa gelê Îsraêl, Avnêrê kurê Nêr û Emasayê kurê Yeter kuşt. Di dema aştiyê de çawa di şer de be, xwîn rijand. Piştek û çaroxa Yoav di nav xwînê de ma.
Tu li gorî şehrezabûna xwe bike, lê porê wî yê spî bi dilekî rihet nexe diyarê miriyan.
“Lê kerema xwe nîşanî kurên Barzîllayê Gîladî bike. Bila ji kesên li ser sifra te bin. Çimkî gava ez ji ber birayê te Avşalom reviyam, ew hatin hewara min.
“Roja çûm Mahanayîmê, Şîmiyê kurê Gêrayê ji eşîra Binyamînê Bahurîmî ku naleta giran li min kiribû jî niha li ba te ye. Gava ew li ber Çemê Şerîayê hatibû pêşiya min, min bi navê Xudan sond xwaribû û gotibû: ‘Ezê te bi şûr nekujim.’
Tu jî wî bêceza nehêle. Tu mirovekî şehreza yî, tu dizanî pê çi dikî. Serê wî yê porspî, tevî xwînê bixe diyarê miriyan.”
Dawid mir û gihîşt bav û kalên xwe. Ew li Bajarê Dawid hat veşartin.
Wî çil salan li ser gelê Îsraêl padîşahî kir; heft salan li Hevronê û sî û sê salan jî li Orşelîmê.
Silêman li ser textê bavê xwe Dawid rûnişt û padîşahiya wî pir xurt bû.
Adoniyayê kurê Haggîtê hat ba Bat-Şevaya diya Silêman. Wê jê re got: “Hatina te ji bo xêrê ye gelo?” Wî got: “Belê ji bo xêrê ye.”
Paşê got: “Çend gotinên min ji te re hene.” Wê got: “Bêje.”
Wî got: “Wek tu dizanî padîşahî di destê min de bû. Çavê tevahiya gelê Îsraêl li ser min bû ku ez bibim padîşah. Lê padîşahî guherî û ket destê birayê min. Xudan wisa dixwest.
Niha tenê daxwazeke min ji te heye. Lê daxwaza min piştguh neke!” Bat-Şevayê jê re got: “Bêje.”
Wî got: “Silêmanê Padîşah ji te re nabêje na. Lava dikim jê re bibêje bila Avîşaga Şûnêmî ji bo zewacê bide min.”
Bat-Şevayê jê re got: “Baş e, ezê ji bo xatirê te ji padîşah re bêjim.”
Bat-Şeva ji bo daxwaza Adoniya jê re bibêje çû ba Silêmanê Padîşah. Padîşah ji ber diya xwe ve rabû, xwe jê re tewand û dîsa li ser textê xwe rûnişt. Ji bo diya padîşah jî textek danîn û ew li milê wî yê rastê rûnişt.
Diya wî jê re got: “Tenê daxwazeke min a biçûk ji te heye. Lê vê daxwazê piştguh neke!” Padîşah jê re got: “Keremke dayê bêje, ez daxwaza te piştguh nakim.”
Bat-Şevayê got: “Avîşaga Şûnêmî ji bo zewacê bide Adoniyayê birayê xwe.”
Silêmanê Padîşah got: “Ji bo Adoniya tu tenê Avîşaga Şûnêmî dixwazî? Hema padîşahiyê jî jê re bixwaze! Jixwe birayê mezin e jî! Aviyatarê Kahin û Yoavê kurê Serûya jî pê re ne.”
Silêmanê Padîşah bi navê Xudan sond xwar û got: “Heke Adoniya ji bo vê daxwazê, ji canê xwe nebe, bila Xwedê jê xerabtir bîne serê min.
Niha bi navê Xudanê Jîndar ê ku hêz daye min û li ser textê bavê min Dawid ez dame rûniştandin û her wekî ku gotiye xanedanek ji min re daniye, ez sond dixwim ku wê îro Adoniya bê kuştin.”
Silêmanê Padîşah, Benayayê kurê Yehoyada peywirdar kir û şand. Wî jî Adoniya kuşt.
Padîşah ji Aviyatarê Kahin re got: “Biqeşte here Enatotê! Here ser zeviyên xwe. Tu yê kuştinê yî, lê îro ez te nakujim. Çimkî te li pêş bavê min Dawid, Sindoqa Reb Xudan hilgirt û di hemû tengasiyan de bi bavê min re zehmetî dît.”
Silêman, Aviyatar ji kahintiya Xudan avêt û bi vî awayî gotina Xudan a ku li Şîloyê li ser Mala Elî gotibû pêk hat.
Gava xeber gihîşt Yoav, ew reviya Konê Xudan û xwe li qiloçên gorîgehê girt. Çimkî Yoav pişta Avşalom negirtibû, lê piştgiriya Adoniya kiribû.
Ji Silêmanê Padîşah re got: “Yoav reviya Konê Xudan û li ber gorîgehê ye.” Silêman, Benayayê kurê Yehoyada şand û got: “Here wî bikuje!”
Benaya hat Konê Xudan û ji Yoav re got: “Padîşah dibêje: ‘Bila derkeve!’” Lê wî got: “Ez bimirim jî, ji vir dernakevim!” Benaya hat ba padîşah û got: “Yoav bersiva min da û got: ‘Ez bimirim jî, ji vir dernakevim!’”
Padîşah got: “Naxwe çawa gotiye bike. Here wî bikuje û veşêre. Xwîna ku Yoav bêsedem rijand ji ser min û mala bavê min rake.
Wê Xudan heyfa xwîna ku wî rijandiye jê bistîne. Çimkî bêyî haya bavê min Dawid, wî fermandarê artêşa gelê Îsraêl Avnêrê kurê Nêr û fermandarê artêşa gelê Cihûda Emasayê kurê Yeter dabû ber şûran û ew kuştibûn. Herdu jî jê rastir û çêtir bûn.
Wê xwîna wan heta hetayê bikeve stûyê Yoav û ziriyeta wî. Lê wê Xudan heta hetayê silametiyê bide Dawid, ziriyeta wî, malbata wî û textê wî.”
Benayayê kurê Yehoyada çû, li Yoav xist û kuşt. Ew li mala xwe ya li derveyî bajêr hat veşartin.
Padîşah li cihê Yoav, Benayayê kurê Yehoyada anî ser artêşê û Sadoqê Kahin jî anî cihê Aviyatar.
Padîşah şand pey Şîmî û got: “Li Orşelîmê ji xwe re malekê ava bike û li wir bimîne. Bi tu awayî ji bajêr dernekeve û virde wêde neçe.
Roja tu derketî û te Newala Qîdronê derbas kir, bizanibe ku tê esse bimirî. Wê xwîna te bikeve stûyê te.”
Şîmî ji padîşah re got: “Baş e. Xweyê min padîşah çawa gotibe, wê xulamê te wiha bike.” Ew demeke dirêj li Orşelîmê rûnişt.
Lê di dawiya sala sisêyan de, du xulamên Şîmî reviyan ba Axîşê kurê Maexayê Padîşahê Gatê. Gava ji Şîmî re hat gotin: “Va ye, xulamên te li Gatê ne”
Şîmî rabû kerê xwe palan kir ku here Gatê ba Axîş û li xulamên xwe bigere. Ew hat û xulamên xwe ji Gatê anîn.
Gava ji Silêman re gotin ku Şîmî ji Orşelîmê çûye Gatê û vegeriyaye,
Padîşah şand pey Şîmî û got: “Ma min bi navê Xudan, bi te sond neda xwarin? Ma min ji te re negotibû û li te şîret nekiribû ku roja derkevî û virde wêde herî, bizanibe ku tê esse bimirî? Te jî, ji min re gotibû: ‘Baş e, ezê bi ya te bikim.’
Madem wisa ye, te çima sonda xwe ya ku te bi navê Xudan xwar û emrê min pêk neanî?”
Padîşah ji Şîmî re got: “Bêguman tu hemû xerabiyên ku te li bavê min Dawid kirin ji dil dizanî. Ji ber xerabiyên te, wê Xudan xerabiya te bîne serê te.
Lê wê Silêmanê Padîşah pîroz be û textê Dawid li ber Xudan heta hetayê xurt bimîne.”
Padîşah emir da Benayayê kurê Yehoyada. Ew jî rabû çû û Şîmî kuşt. Padîşahî di destê Silêman de xurt bû.
Silêman bi Padîşahê Misrê Firewn re tifaq kir û keça wî ji xwe re anî Bajarê Dawid. Heta ku qesra xwe, Mala Xudan û sûra Orşelîmê bi tevahî qedand, ew li wir man.
Wê demê gel li bilindciyan qurban pêşkêş dikirin. Çimkî heta wan rojan maleke ku ji bo navê Xudan hatiye avakirin tunebû.
Silêman, li ser riya qanûnên bavê xwe Dawid diçû. Bi vî awayî ji Xudan hez dikir. Lê hê jî li bilindciyan qurban pêşkêş dikir û bixûr pêdixist.
Padîşah çû Gîvonê ku qurbanan pêşkêş bike. Çimkî ew der, bilindciyê herî navdar bû. Silêman li wê derê, li ser gorîgehê hezar qurbanên şewitandinê pêşkêş kirin.
Wê şevê Xudan li Gîvonê di xewnê de li Silêman xuya bû. Xwedê jê re got: “Ez çi bidim te? Ji min bixwaze.”
Silêman got: “Te ji bavê min Dawidê xulamê xwe re dilsoziya mezin nîşan da. Çimkî ew bi te re bi dilsozî, bi rastî û bi dilpakî meşiya. Te îro jê re dilsoziya xwe ya mezin berdewam kir û jê re kurek danî ser textê wî.
“Ya Xwedayê min Xudan, te xulamê xwe, li cihê bavê min Dawid kir padîşah. Lê ez hê zaro me! Rabûn û rûniştinê nizanim.
Va ye xulamê te, di nav gelê te de ye ku te hilbijartiye. Miletekî ewqas zêde ye ku nayê hesabkirin û hejmartin.
Li ser vê yekê dilekî fêmdar bide xulamê xwe ku li ser gelê te serweriyê bike û qencî û xerabiyê ji hev derxe. Ma kî dikare serweriya vî gelê te yê ewqas mezin bike?!”
Daxwaza ku Silêman xwest, di çavê Reb de baş bû.
Xwedê jê re got: “Te ji bo xwe emrê dirêj, dewlemendî û mirina dijminên xwe nexwest. Te tenê ji bo rastiyê ji hev derxî, ji min şehrezayî xwest.
Loma ezê daxwaza te pêk bînim. Ezê şehrezayî û fêmdariyeke wisa bidim te ku heta niha nehatiye dîtin û wê ji niha pêve jî neyê dîtin.
Tişta te nexwest jî ezê bidim te, rûmet û dewlemendî. Di tevahiya rojên te de, wê di nav padîşahan de kesekî wekî te tunebe.
Heke tu jî wek Dawidê bavê xwe qanûn û emrê min pêk bînî û di riya min de bimeşî, wê gavê ezê emrê te dirêj bikim.”
Silêman hişyar bû. Fêm kir ku tiştê dîtiye xewn e. Hat Orşelîmê, li ber Sindoqa Peymana Reb sekinî, qurbanên aştiyê û şewitandinê pêşkêş kirin û ziyafetek da tevahiya xulamên xwe.
Du jinikên fahîşe hatin ba padîşah, li ber wî sekinîn.
Yekê ji wan got: “Ezbenî, ez û ev jinik em li malekê dimînin. Dema em li mal bûn, min zarokek anî.
Piştî ku min zarok anî, roja sisêyan vê jinikê jî zarok anî. Em tenê li malê bûn. Li malê kesekî din li ba me tunebû.
Kurê vê jinikê şevekê mir, çimkî ew li ser wî razabû.
Nîvê şevê, dema ez xulama te razayî bûme, ew rabûye. Wê kurê min ji ba min hildaye, xistiye paşila xwe û kurê xwe yê mirî xistiye paşila min.
Gava ez rabûm ku şîr bidim kurê xwe, min dît ku miriye. Lê serê sibê min bala xwe dayê û dît ku ne kurê min e ku min anîbû dinyayê.”
Jina din got: “Na! Yê sax kurê min e, yê mirî kurê te ye.” Jina yekemîn got: “Na! Yê sax kurê min e, yê mirî kurê te ye.” Li ber padîşah wisa ketin qirika hev.
Padîşah got: “Kesek dibêje: ‘Evê sax kurê min e, evê mirî kurê te ye.’ Ya din dibêje: ‘Na, yê mirî kurê te ye, yê sax kurê min e.’”
Padîşah got: “Ji min re şûrekê bînin.” Şûrek anîn li ber padîşah danîn.
Padîşah got: “Zarokê sax bikin du şeq. Nîvî bidin vê, nîvê din bidin ya din.”
Lê dilê jina ku zarokê wê sax e li ser zarokê wê dişewitî, ji padîşah re got: “Ezbenî ez di bextê te de me, zarokê sax bidin wê, tenê wî nekujin.” Lê ya din got: “Bila ne yê min be, ne jî yê te; bikin du şeq.”
Wê gavê padîşah got: “Zarokê sax bidin vê, nabe hûn wî bikujin, diya wî ev e.”
Tevahiya gelê Îsraêl biryara padîşah bihîst û ecêbmayî ma. Çimkî fêmkirin ku ji bo serweriya bi heq bike, bi Silêman re şehrezabûna Xwedê heye.
Silêmanê Padîşah, li ser tevahiya gelê Îsraêl bû padîşah.
Serekên wan ev bûn: Ezaryayê kurê Sadoq kahin bû.
Kurên Şîşayê, Êlîhoref û Ahiya nivîsende bûn. Yehoşafatê kurê Ahîlûd dîroknivîs bû.
Benayayê kurê Yehoyada fermandar bû. Sadoq û Aviyatar kahin bûn.
Ezaryayê kurê Natan serekê waliyan bû. Zavûdê kurê Natan kahin û hevalê padîşah bû.
Ahîşar berpirsê qesrê bû û Adonîramê kurê Evda berpirsiyarê suxrevanan bû.
Li ser gelê Îsraêl duwanzdeh waliyên Silêman hebûn. Wan ji bo padîşah û maliyên wî, xwarin û vexwarin peyda dikirin. Peydakirina xwarin û vexwarinê di salê de ji bo her mehekê, li ser waliyekî bû.
Navên wan ev bûn: Li herêma çiyayî ya Efrayîmê, Ben-Hûr bû.
Li Maqas, Şaelbîm, Bêtşemeş û Elon-Bêthananê, Ben-Deqer bû.
Li Arûbbotê, Ben-Hesedê ku Soxo û tevahiya herêma Hêferê girêdayiyê wî bû.
Li tevahiya Dora Nafatê, Ben-Avînadav bû ku bi Tafata keça Silêman re zewicî bû.
Li Taenax, Megîddo, tevahiya Bêtşeana ku li jêra Yîzreyêlê û li kêleka Saretanê ye, ji Bêtşeanê heta Avêl-Meholayê, ji wir heta wî aliyê Yoqmeamê, Baenayê kurê Ahîlûd bû.
Li Ramot-Gîladê, Ben-Gever bû. Li wir, li wargehên Yayîrê kurê Minaşşe yên li Gîladê û li şêst bajarên mezin ên bisûr û bi dergehên bi zirzeyên tûncîn hatibûn xurtkirin di bin destê wî de bûn. Ew bajar li herêma Argova Başanê bûn.
Li Mahanayîmê, Ahînadavê kurê Îddo bû.
Li Nefteliyê, Ahîmaes bû ku bi Basemata keça Silêman re zewicî bû.
Li Aşêr û Baalotê, Baenayê kurê Huşay bû.
Li Îssexarê, Yehoşafatê kurê Parûah bû.
Li Binyamînê, Şîmiyê kurê Ela bû.
Li herêma Gîladê, ango li diyarê Sîhonê Padîşahê Amoriyan û Ogê Padîşahê Başanê, Geverê kurê Ûrî bû. Herwiha li welatê Cihûda bi tenê waliyek hebû.
Cihûda û Îsraêl wekî sêlaka ber deryayê zêde bûbûn; dixwarin, vedixwarin û di nav şahiyê de bûn.
Silêman, ji Feratê heta welatê Filîstiyan, heta sînorê Misrê jî, li ser hemû padîşahiyan serwer bû. Wan bac anîn û di tevahiya jiyana xwe de xizmeta Silêman kirin.
Xwarin û vexwarina rojane ya qesra Silêman, sî kewar arvanê hûr, şêst kewar arvan,
deh gayên dermale, bîst gayên mêrgê, pezkovî, xezal, gakovî herwiha ji bilî mirîşkên qelew, sed jî pez bûn.
Ji ber ku li tevahiya herêma ji aliyê rojava yê Feratê, ji Tîfsahê heta Xezayê li ser tevahiya padîşahên aliyê rojava yê Feratê serweriya xwe dajot. Li dorhêlê aştî hebû.
Di tevahiya jiyana Silêman de, ji Danê heta Beêr-Şevayê, Cihûda û Îsraêl li bin mêw û darhejîra xwe, di nav ewlehiyê de rûniştin.
Ji bo erebeyên Silêman ên şer, di tewlan de çar hezar beşên hespan û duwanzdeh hezar jî siwarî hebûn.
Wan waliyan, ji bo Silêmanê Padîşah û ji bo her kesê tê ser sifra wî, her yekî ji wan di meha xwe de, xwarin peyda dikir. Tu tiştî kêm nedihiştin.
Waliyan ji bo hespên beza û hespên din beşê li wan hatiye diyarkirin ka û ceh dianîn cihekî kifşkirî.
Xwedê şehrezayî, fêmdariyeke kûr û wekî sêlaka ber deryayê zêhneke mezin da Silêman.
Şehrezayiya Silêman, ji tevahiya şehrezayiya rojhilatiyan û ji tevahiya şehrezayiya li Misrê zêdetir bû.
Çimkî ew ji tevahiya mirovan, ji Êtanê Ezrahî û ji kurên Mahol; Hêman, Kalkol û Darda şehrezatir bû. Di nav hemû miletan derdorê de navdar bû.
Wî sê hezar meselok gotin û hezar û pênc stranên wî hebûn.
Silêman li ser şînahiyê, ji dara sedrê ya Lubnanê heta giyayê cehtirê ku di dîwaran de şîn dibe, got. Wî li ser heywanan, teyran, afirîdên ku bi erdê ve dişêlin û masiyan jî got.
Ji bo ku guhdariya şehrezayiya Silêman bikin, ji tevahiya neteweyan û ji tevahiya padîşahên dinyayê yên şehrezayiya wî bihîstin, kesên xwe şandin ba wî.
Hîramê Padîşahê Sûrê, xulamên xwe şandin ba Silêman. Çimkî wî bihîstibû ku li cihê bavê wî, ew bi rûnkirinê kir padîşah. Hîram jî herdem ji Dawid hez dikir.
Silêman xeber ji Hîram re şand û got:
“Wekî tu dizanî, heta ku Xudan dijminên bavê min Dawid xist bin lingê wî, wî ji ber şerên li derdorê, ji bo navê Xwedayê xwe Xudan nikaribû malekê ava bike.
Lê niha Xwedayê min Xudan ji her alî ve rihetî da min. Ne dijmin heye, ne jî bûyereke xerab.
Çawa ku Xudan ji bavê min Dawid re got: ‘Kurê te yê ku min li cihê te anî ser têxt, wê ji bo navê min malekê ava bike,’ min biryar da ku ji bo navê Xwedayê xwe Xudan malekê ava bikim.
“Niha emir bide ku ji Lubnanê ji min re darên sedrê bibirin. Wê xulamên min, bi xulamên te re bin. Li gorî her tiştê ku tu bêjî, ji bo heqdestên xulamên xwe, tu çi bixwazî ezê bidim te. Çimkî çawa ku tu dizanî, di nav me de kesên wekî Saydayiyan tune ne ku di darbirînê de hoste ne.”
Gava Hîram gotinên Silêman bihîstin, gelek kêfxweş bû û got: “Îro Xudan pîroz be ku kurekî şehreza da Dawid ku wê serweriya vî gelê mezin bike.”
Paşê Hîram ev peyam ji Silêman re şand û got: “Min peyva te ji min re şand, bihîst; ezê her daxwaza te ya li ser dara sedrê û dara çamê pêk bînim.
Wê xulamên min wan ji Lubnanê bînin ber deryayê. Ezê jî wan wekî kelek girê bidim û bi riya deryayê, cihê ku tu ji min re bêjî, ezê wan ji hev vekim û tê wan bibî. Tê daxwaza min, bi dayîna xwarina maliyên min, temam bikî.”
Hîram li gorî her daxwaza wî, dara sedrê û dara çamê da Silêman.
Silêman, ji bo ku maliyên wî bixwe, bîst hezar kewar genim û bîst kewar rûnê xas ê zeytê da Hîram. Silêman, her sal bi vî awayî dida Hîram.
Xudan çawa ku ji Silêman re got, şehrezayî da wî. Hîram û Silêman li hev aş kir. Herduyan di navbera xwe de peymanek girê da.
Silêmanê Padîşah ji tevahiya gelê Îsraêl suxrevan berhev kirin. Hejmara wan sî hezar mirov bû.
Her meh bi dorê deh hezar mirov şandin Lubnanê. Mehek li Lubnanê, lê du mehan li malên xwe diman. Adonîram li ser suxrevanan bû.
Li herêma çiyayî jî heftê hezar barkêş û heştê hezar kevirbirên Silêman hebûn.
Ji bilî wan sê hezar û sê sed peywirdarên wî hebûn ku li ser karkeran çavdêriyê dikirin.
Padîşah ji bo danîna hîmê malê emir da wan ku kevirên mezin û hêja bibirin bînin.
Hosteyên Silêman, hosteyên Hîram û Gevaliyan ew kevir necirandin û ji bo avakirina malê dar û ber amade kirin.
Di çar sed û heştê saliya derketina gelê Îsraêl a ji welatê Misrê de, di meha diduyan a çarsaliya padîşahiya xwe ya li ser gelê Îsraêl de ku meha Zîvê ye, Silêman dest bi avakirina Mala Xudan kir.
Pîvana Mala ku Silêmanê Padîşah ji bo Xudan ava kir wiha bû: Dirêjahiya wê şêst gaz, berfirehiya wê bîst gaz û bilindahiya wê sî gaz bû.
Eywana li ber odeya mezin a Malê, wekî berfirehiya Malê bîst gaz bû. Kûrahiya eywanê ber bi Malê ve deh gaz bû.
Silêman ji bo Malê, pencereyên bi çarçoveyên çaxkirî çêkirin.
Wî qatên ji odeyan pêkhatî ava kirin. Ew qat bi aliyê derve yê Malê û bi dîwarên dora odeya mezin û odeya hundirîn ve hatin çêkirin.
Berfirehiya qata jêr pênc gaz, qata navîn şeş gaz, qata jorê jî heft gaz bû. Ji bo ku kêran nekevin dîwarên Malê, wî li dora dîwêr, ber bi aliyê derve ve sivêrnek hiştin.
Kevirên avakirina Malê hatin danîn ku di ocaxên keviran de hatibûn necirandin. Loma gava Mal dihate avakirin, bi tu awayî dengê çakûç, bivir û amûreke hesinî nehat bihîstin.
Deriyê qata kêlekê ya jêr, li başûrê Malê bû. Bi derenceyên fetlonek derdiketin qata navîn û ji wir jî hildikişiyan qata sisêyan.
Silêman Mal ava kir û qedand. Wî ew bi kêran û depên ji dara sedrê nixamtin.
Qatên bi dîwarên derve ve hatibûn avakirin, derdora Malê çeper dikirin. Bilindahiya her yekî ji wan pênc gaz bû. Ew bi kêranên ji dara sedrê, bi Malê ve hatin şidandin.
Gotina Xudan ji Silêman re hat û got:
“Tu vê Malê çêdikî. Heke tu li gorî qanûnên min bimeşî, rê û rêbazên min pêk bînî û li gorî emrên min tevbigerî, ezê jî soza ku min dabû Dawidê bavê te, bi riya te pêk bînim.
Ezê di nav gelê xwe Îsraêl de rûnim û terka wan nekim.”
Silêman Mal ava kir û qedand.
Wî dîwarên navê yên Malê, bi darên sedrê nixamtin. Ji erdê bigire heta kêranan, texte kişandin ser. Wî li erda Malê jî textên çamê raxistin.
Wî beşekî li pişta Malê çêkir. Kûrahiya vê beşê bîst gaz bû. Ji erdê heta banî, bi dîwarekî ji textên dara sedrê, ji beşê din hat veqetandin. Ev odeya hundirîn wekî Cihê Herî Pîroz tê zanîn.
Kûrahiya odeya mezin a li ber odeya hundirîn çil gaz bû.
Ji bo kevir neyên xuyakirin, hundirê Malê bi dara sedrê ve hatin nixumandin ku bi sêvikan û kulîlkên geş hatibûn qewartin.
Wî li aliyê nava Malê ji bo ku Sindoqa Peymana Xudan deynin wir, odeya hundirîn amade kir.
Kûrahiya odeya hundirîn bîst gaz, berfirehiya wê bîst gaz û bilindahiya wê bîst gaz bû. Silêman ew bi zêrê xas kiras kir. Wî gorîgeha ji dara sedrê jî bi zêrê xas kiras kir.
Wî, Mal ji hundir ve bi zêrê xas kiras kir û zincîrên zêrîn kişandin ber odeya hundirîn. Wî ew der bi zêr kiras kir.
Bi vî awayî gorîgeha di nava odeya hundirîn jî di nav de, wî nava tevahiya Malê bi zêr kiras kir.
Di odeya hundirîn de, ji darzeytûnê bi dirêjahiya deh gazî, du heb xerûbî çêkirin.
Baskê xerûbekî pênc gaz; yê din jî pênc gaz bû, ji seriyekî baskê heta seriyê din deh gaz bû.
Xerûbê din deh gaz bû. Herdu xerûb jî, di yek şikil û pîvanê de bûn.
Bilindahiya herdu xerûban jî deh gaz bû.
Silêman xerûb xistin odeya hundirîn. Baskên xerûban ji hev vekirî bûn. Baskekî ji wan digihîşt dîwarekî, baskê xerûbê din digihîşt dîwarê din. Baskên wan li nîveka odeyê li hev diketin.
Wî xerûb bi zêr kiras kirin.
Wî tevahiya dîwarên odeyên hundirîn ên Malê, ji navê û ji derve ve bi şiklên xerûb, darên xurmê û kulîlkên geş qewartin.
Li hundir û li derve, erda Malê bi zêr kiras kir.
Ji bo deriyê ketina odeya hundirîn, ji darzeytûnê, baskên derî çêkirin; berfirehiya deriyê bi serder û zirze, ji pêncan yekê Malê bû.
Bi vî awayî ji darzeytûnê du baskên derî çêkirin û li ser wan xerûbên qewartî, darên xurmê, kulîlkên geş qewartin û ew bi zêr kiras kirin. Xerûb û darên xurmê jî bi zêr kiras kirin.
Li cihê ketina odeya mezin jî, ji darzeytûnê, bi qasî ji çaran yekê dîwêr, zirzeyên derî
û ji dara çamê, du baskên derî çêkirin û her baskek ji du beşan pêk dihat ku her beş dihat qatkirin.
Li ser wan xerûban, darên xurmê û kulîlkên geş qewartin. Wî ew nexş, bi heman giraniyê bi zêr kiras kirin.
Silêman hewşa navê, bi sê rêz kevirên qewartî û bi rêzeke kêranên dara sedrê çêkir.
Di sala çaran, meha Zîvê de hîmê Mala Xudan hat danîn.
Di sala yanzdehan, meha heştan de ku dibe meha Bûlê, Mal û beşên wê li gorî tevahiya şiklê xwe hat qedandin. Bi vî awayî Silêman di heft salan de Mal ava kir.
Lê Silêman di sêzdeh salan de mala xwe ava kir û qedand.
Silêman Mala Daristana Lubnanê jî ava kir. Bilindahiya wê sî gaz, berfirehiya wê pêncî gaz, dirêjahiya wê jî sed gaz bû. Ew li ser çar rêzestûnên dara sedrê bû û kêranên dara sedrê jî li ser stûnan hatibû danîn.
Serê çil û pênc kêranên li ser stûnan bi dara sedrê hatibû nixamtin. Di her rêzekê de panzdeh kêran hebûn.
Çarçove sêrêzî û li pêşberî hev bûn.
Tevahiya derî û zirzeyan çargoşe bûn. Herçî pencere bûn wekî sêrêzî li pêşberî hev hatibûn çêkirin.
Silêman eywaneke bi stûn çêkir. Dirêjahiya wê pêncî û berfirehiya wê jî sî gaz bû. Li ber eywanê, eywaneke biçûk a bi stûn çêkir û bersifkekê li ber eywana biçûk danî.
Wî Eywana Text jî çêkir. Li vê Eywana Dadbariyê wê biryar bihatana dayîn. Ev eywan jî, ji serî heta binî bi dara sedrê hatibû nixamtin.
Qesra lê dima jî, di hewşa din de li pişt eywanê bi eynî awayî hatibû çêkirin. Silêman maleke wekî wê eywanê, ji keça Firewn re jî ava kir ku pê re zewicîbû.
Ji derve heta hewşa mezin, ji serî heta binî tevahiya van malan bi kevirên mezin ên bijare hatibûn avakirin. Kevir bi bireka keviran hatibûn birîn, ser û binê keviran bi pîvan hatibûn birîn.
Hîmê malê bi kevirên mezin ên bijare hatibû avêtin. Hinek ji wan keviran heşt gaz, hinek ji wan jî deh gaz dirêj bûn.
Li ser wan, kevirên bijare yên ku bipîvan hatibûn birîn û texteyên ji dara sedrê hebûn.
Hewşa mezin bi dîwarekî hatibû çeperkirin ku ji sê rêzik kevirên qewartî û rêzikek kêranên ji dara sedrê pêk dihat. Eywana navîn a Mala Xudan û dîwarên wê wekî hev bûn.
Silêmanê Padîşah şand pey Hîram û ew ji Sûrê anî.
Hîram, ji eşîra Neftelî kurê jinebiyekî bû, bavê wî yekî Sûrî bû û hosteyekî tûncan bû. Ew di tevahiya karên çêkirina tûncê de, şehreza, fêmdar û bihuner bû. Ew hat ba Silêmanê Padîşah û hemû karên wî kirin.
Wî du stûnên tûncîn çêkirin. Bilindahiya her stûnekî hijdeh gaz, çermedora her yekî ji wan duwanzdeh gaz bû.
Ji bo ku deyne serê stûnan, ji tûncê helandî du serik çêkirin. Bilindahiya her serikekî ji wan pênc gaz bû.
Serê her stûnekê bi torekê hatibû pêçandin.
Seranserê torê bi heft rêzikên zincîran hatibû xemilandin û bi du rêz şiklên hinaran jî hatibû nexişandin.
Serikên li ser stûnên li eywanê, ji çar gazan pêk dihatin û di şiklê sosinan de bûn.
Di serikê herdu stûnan de, li ser giloka li kêleka torê, bi awayê çermedorkirî du sed şiklên hinarên rêzkirî hebûn.
Hîram stûn li eywana Perestgehê daçikandin. Navê stûna li rastê Yaxîn danî, navê ya li çepê Bowaz danî.
Li ser serikên stûnan şiklê sosinan hebûn. Bi vî awayî karê stûnan bidawî bû.
Wî ji tûncê rijandî hewzekî çêkir. Ew gilover bû û ji keviyekê heta keviya din berfirehiya wê deh gaz bû. Kûrahiya wê pênc gaz û hawirdora wê jî sî gaz bû.
Li binê çermedora keviya wê, di her gaza ku ew dorpêç dikir de, deh sêvik hebûn. Sêvik du rêzik bûn û ji tûncê helandî bûn.
Hewiz li ser duwanzdeh peykerên dewaran hatibû rûniştandin ku berê sisêyan li bakur, sisê li rojava, sisê li rojhilat, berê sisêyan jî li başûr bû. Newqa dewaran ber bi navê ve bû.
Çepera hewzê çar tilî bû. Keviyên wê wekî keviyên tasê bûn û dirûvê sosinan bi wan diket. Du hezar bat av hildida.
Hîram ji tûnc deh binik çêkirin. Dirêjahiya her binikê çar gaz, berfirehiya wê çar gaz û bilindahiya wê sê gaz bû.
Binik wiha hatibûn çêkirin: Çarçik bûn û di navbera çikan de lewhe hebûn.
Li ser lewheyên kêlekê yên di navbera çikan de şiklên şêran, conegayan û xerûban hebûn. Di çarçoveyan de, li jêr û li jora şêr û conegayan, rêzekulîlkên serberjêrkî hatibûn nexşkirin.
Çar tekel û bistikên her binikî hebûn û ji tûnc bûn. Ji bo çar binikan jî destekên ji bo teştekê hatibûn çêkirin. Her destek bi rêzekulîlkan hatibûn nexişandin.
Devê wê di nav serikê de bû û bilindahiya wê gazek bû. Ev dev wekî binikê gurnê gilover bû. Binê devê wê gazek û nîv berfireh bû. Li dora devê wê şiklên qewartî hebûn. Lewheyên wê ne gilover bûn lê çargoşe bûn.
Çar tekel di bin lewheyên kêlekê de bûn. Bistikên tekelan bi binikan ve hatibûn girêdan. Bilindahiya tekelekê gazek û nîv bû.
Ew tekel mîna tekelên erebeyên şer bûn. Tevahiya bistik, derxûn, tilî û serikên tekelan qewirandî bûn.
Ji çar aliyan ve di her binikê de çar destek hebûn, destekên her binikê jê bi xwe bûn.
Li ser binik, şiklekî gilover ya nîv gaz bilind hebû. Destekên serê binik û lewheyên li kêlekê bi hev ve bûn.
Wî li gorî berfirehiya her yekê ji wan, li ser destek û lewheyan, li hawirdorê xerûb, şêr, darên xurmê û rêzekulîlk çêkirin.
Bi vî awayî deh binik çêkirin. Tevahiya tûncên wan yek, pîvanên wan yek, şiklên wan yek bû.
Hîram ji tûnc deh teşt çêkirin. Her teştek çil bat av hildida. Berfirehiya her teştek çar gaz bû û li ser her deh binikan teştek hebû.
Pênc jê li rastê Malê, pênc jê li çepê Malê binik danîn. Wî hewza li rasta Malê, ber bi rojhilatê başûr ve danî.
Hîram bêr, teşt û tasik çêkirin. Wî tevahiya karê ku li Mala Xudan, ji bo Silêmanê Padîşah çêkir û qedand:
Du stûn, du serikên gilover ên li ser stûnan, karê du torên serikên li ser stûnan ku giloveran dinixumandin,
ji bo karê du toran çar sed hinarên ku du rêzên ji bo herdu torên serikên giloverên li ser stûnan bûn,
deh binik û deh teştên li ser binikan,
hewzek, li bin hewzê duwanzdeh peykerên dewaran,
sîtil, bêr, tasik û tevahiya van taximên Mala Xudan ku Hîram ji bo Silêmanê Padîşah çêkiribûn, ji tûncê celandî bûn.
Padîşah ev ji gila axa li navbera Sûkkot û Saretanê dabû çêkirin. Ev der li Deşta Şerîayê ye.
Ji ber ku ewqas zêde bûn, Silêman tu taxim nepîva. Giraniya tûnc bêhesab bû.
Taximên zêrîn ên Silêman ji bo Mala Xudan çêkirin ev in: Gorîgeha zêrîn, maseya zêrîn a Nanê Hizûrê,
şamdankên zêrê xas –pênc li rastê, pênc li çepê û li ber deriyê odeya hundirîn– kulîlk, qendîl û maşikên zêrîn,
tasik, meqesên fitîlan, tas, firaxên bixûrê û tepsikên zêrê xas. Odeya hundirîn a Malê, ango Cihê Herî Pîroz ê Malê û zirzeyên deriyên odeya mezin ji zêr bûn.
Tevahiya karê ku Silêmanê Padîşah ji bo Mala Xudan çêkir, xilas bû. Silêman çi zîv, çi zêr tiştên ku bavê wî Dawid bexişandibûn, tevî hemû taximan anîn hundir û xistin xezîneya Mala Xudan.
Silêmanê Padîşah ji bo ku Sindoqa Peymana Xudan ji Bajarê Dawid Siyonê bîne, rîspiyên gelê Îsraêl, hemû serekên eşîr û malbatên gelê Îsraêl civandin ku li Orşelîmê bên ba wî.
Tevahiya gelê Îsraêl di cejna meha Etanîmê de ku meha heftan e, li ber Silêmanê Padîşah civiya.
Hemû rîspiyên gelê Îsraêl hatin. Kahinan sindoq rakir.
Bi vî awayî kahin û Lêwiyiyan, Sindoqa Xudan, Konê Hevdîtinê û hemû taximên pîroz ên di kon de derxistin jor.
Silêmanê Padîşah û tevahiya civaka Îsraêl ku li ba wî kom bûbûn, pê re li ber sindoqê bûn. Ewqas pez û dewar serjê dikirin ku nedihatin hejmartin an hesibandin.
Kahinan Sindoqa Peymana Xudan anî cihê wê ku li odeya hundirîn a Malê, li Cihê Herî Pîroz, li bin baskên xerûban bû.
Xerûban baskên xwe li ser cihê sindoqê vekirî bûn û ji jor ve sindoq û destiyên wê dinixamtin.
Destî ewqas dirêj bûn ku serê destiyan ji Cihê Pîroz ê li ber odeya hundirîn ve xuya dikirin, lê ji derve ve xuya nedikirin. Heta îro jî li wê derê ne.
Di nav sindoqê de ji du lewheyên kevirîn ku Mûsa li Çiyayê Horêvê bi xwe re anîbûn pêve tu tişt tunebû. Gava ji welatê Misrê derketibûn, Xudan bi wan bi gelê Îsraêl re peymanek çêkiribû.
Dema kahin ji Cihê Pîroz derketin, ewrek nava Mala Xudan tije kir.
Ji ber ewr, kahinan nikaribûn xizmeta xwe berdewam bikin. Çimkî rûmeta Xudan Mala wî tije kiribû.
Wê gavê Silêman got: “Ya Xudan! Te got: ‘Ez di taristaneke kûr de rûdinim.’
Min jî, ji bo te maleke biheybet ava kir, cihekî ku tu heta hetayê tê de bimînî.”
Padîşah berê xwe da tevahiya civaka Îsraêl û ew pîroz kir. Tevahiya civaka Îsraêl li wir sekinîbû.
Wî got: “Bila Xwedayê Îsraêl Xudan pîroz be ku gotina ji bavê min Dawid re bi devê xwe gotiye bi destê xwe temam kir. Wî gotiye:
‘Ji wê roja ku min gelê xwe Îsraêl ji Misrê deranî vir ve, min ji nav eşîrên Îsraêl bajarek hilnebijart ku maleke ji bo navê min tê de be were avakirin. Lê min Dawid hilbijart ku li ser gelê min Îsraêl be.’
“Di dilê bavê min Dawid de bû ku ji bo navê Xwedayê Îsraêl Xudan malekê ava bike.
Xudan ji bavê min Dawid re got: ‘Ev yek qenc e ku tu ji dil dixwazî malekê ji bo navê min ava bikî.
Lê tê wê malê ava nekî. Wê kurê te yê ku wê ji te çêbe, malê ava bike.’
“Xudan soza xwe bi cih anî. Li gorî soza Xudan, li cihê bavê xwe Dawid ez rabûm, li ser textê gelê Îsraêl rûniştim û min Mala ji bo navê Xwedayê Îsraêl Xudan ava kir.
Min li wir ji bo sindoqê cih çêkir. Peymana ku dema Xudan bav û kalên me ji welatê Misrê deranî bi wan re çêkiribû, di nav wê de ye.”
Silêman li ber gorîgeha Xudan, li pêşberî tevahiya civaka Îsraêl sekinî û destên xwe ber bi ezmanan ve vekirin.
Wî got: “Ya Xwedayê Îsraêl Xudan, ne li jor li ezmanan ne jî li jêr li erdê Xwedayê wekî te heye. Tu bi dilsozî bi peymanê ve girêdayî dimînî ku te bi xulamên xwe yên bi tevahiya dilê xwe bi te re dimeşin re çêkir.
Te ew soza ku bi devê xwe dabû xulamê xwe Dawidê bavê min, îro bi destê xwe pêk anî.
“Ya Xwedayê Îsraêl Xudan, niha gotina xwe pêk bîne ku te ji bavê min Dawidê xulamê xwe re gotibû. Te jê re gotibû: ‘Heke kurên te hay ji riya xwe hebin û wekî ku tu bi min re meşiyayî, ew jî bi min re bimeşin, wê gavê wê kesên ji ziriyeta te bên, ji rûniştina li ber min û li ser textê gelê Îsraêl tu caran kêm nebin.’
Ya Xwedayê Îsraêl, niha ez hêvî dikim, bila gotina ku te ji xulamê xwe Dawidê bavê min re gotibû pêk bê.
“Ma bi rastî jî wê Xwedê li ser vê erdê rûne? Ne ezman, ne jî ezmanê ezmanan têra te dike! Mala ku min ava kiriye çi ye?!
Lê ya Xwedayê min Xudan, berê xwe bide dua û lavakirina xulamê xwe! Hewar û duaya ku îro xulamê te li hizûra te dike, bibihîze.
Bila çavê te bi şev û roj li ser vê Malê be. Dera ku te got: ‘Bila navê min tê de be,’ ev e. Loma duaya ku xulamê te ber bi vî cihî ve dike, bibihîze.
Dema xulamê te û gelê Îsraêl ber bi vî cihî ve dua dikin, lavakirinên me bibihîze. Li ezmanan, li warê xwe bibihîze. Bibihîze û bibexişîne.
“Heke kesek li dijî cîranê xwe gunehekî bike, ji bo sondxwarinê mecbûr bibe were vê Malê û li ber gorîgeha te sond bixwe,
wê gavê li ezmanan bibihîze, tevbigere û xulamên xwe dadbar bike. Gunehê kesê sûcdar çi heq kiribe bidê, kesê rast jî li gorî rastiya wî mafdar derîne.
“Gava gelê te Îsraêl ji ber ku li dijî te guneh kiriye ji ber dijminan têk here, lê dîsa li te vegere, navê te hilde û li vê Malê ji te re dua û lava bike,
wê gavê li ezmanan bibihîze, gunehê gelê xwe Îsraêl bibexişîne û wan dîsa bîne welatê ku te daye bav û kalên wan.
“Gava ji ber ku li dijî te guneh kirine ezman bên girtin, baran nebare û ew jî ber bi vî cihî ve dua bikin, navê te hildin û dema te ew nizim kirin, ew ji sûcê xwe vegerin;
wê gavê li ezmanan bibihîze û gunehê xulamên xwe gelê xwe Îsraêl bibexişîne. Riya baş a tê de bimeşin hînî wan bikî û baranê bide welatê ku te bi mîrasî daye gelê xwe.
“Heke li welêt xela rabe, weba çêbe, kifik an jî germeba, kulî yan maşot hebe, dijmin bajarên li welêt dorpêç bike, kîjan bela, kîjan nexweşî dibe bila bibe
û herwiha duayek an lavakirina ji aliyê kesekî ji gelê te yan ji tevahiya gelê te Îsraêl ve çêbe, her kesê derdê dilê xwe zanibe û ber bi vê Malê ve destê xwe veke,
wê gavê li ezmanan, li warê xwe bibihîze, bibexişîne, tevbigere û li gorî hemû riyên wan bide kesê tu dilê wî dizanî. Çimkî tu, tenê tu dilê hemû mirovan dizanî.
Bila ew li welatê ku te daye bav û kalên me, her roj ji te bitirsin.
“Herwiha gava xerîbek ne ji gelê Îsraêl be, ji bo xatirê navê te ji welatê dûr hat
ku li ber vê Malê dua bike –çimkî wê xerîb jî navê te yê mezin, destê te yê hêzdar û zendê te yê dirêjkirî bibihîzin–
li ezmanan, li warê xwe bibihîze. Li gorî hemû tiştên ku xerîb ji te lava dikin bike ku hemû gelên dinyayê navê te nas bikin, çawa ku gelê te Îsraêl ji te ditirse, ew jî, ji te bitirsin û bizanibin di vê Mala ku min ava kir de, bi navê te hat gazîkirin.
“Heke gelê te, li ser riya ku te ji bo şer ew şandinê, bi dijminan re bikevin şer û ber bi Xudan ve, ber bi bajarê te hilbijartiye ve, ber bi vê Mala ku min ji bo navê te tê de be, ava kiriye de dua bikin,
wê gavê dua û lavakirina wan li ezmanan bibihîze û wan bi ser bixe.
“Heke li dijî te guneh bikin –çimkî mirov tuneye ku guneh nake– tu li dijî wan hêrs bibî, wan bidî destê dijmin û kesên wan sirgûn dikin, çi nêzîk çi dûr, sirgûnê welatên dijmin bikin,
lê li welatê sirgûnbûna wan poşman bibin, tobe bikin, ji te lava bikin û bibêjin: ‘Me guneh kir. Me sûc û xerabî kir’
û li welatê dijminên ew sirgûn kirine, bi hemû dilê xwe û hemû canê xwe li te vegerin, ber bi welatê wan ku te daye bav û kalên wan, bajarê te hilbijartiye, ber bi vê Malê ve dua bikin ku min ji bo navê te ava kir,
wê gavê tu li ezmanan, li warê xwe dua û lavakirina wan bibihîze û wan rizgar bike.
Gelê xwe yê ku li dijî te guneh kiriye û hemû neheqiyên li dijî te kirine bibexişîne ku kesên ew sirgûn kirine li wan werin rehmê.
Çimkî ew gelê te û mîrasa te ne ku te ji êtûna helandina hesin, ji Misrê deranî.
“Lavakirina vî xulamê xwe û lavakirina gelê xwe Îsraêl bibihîze. Her ku gazî te kirin, berê xwe bide wan.
Çimkî gava te bav û kalên me ji Misrê deranîn, wekî te bi riya xulamê xwe Mûsa gotibû, ji bo bibin mîrasa te, te ew ji hemû gelên dinyayê veqetandin, ya Reb Xudan!”
Gava Silêman tevahiya dua û lavakirina ji Xudan re qedand, ji ber gorîgeha Xudan, destên xwe ber bi ezmanan ve vekir, ji ser çokan rabû.
Li ser piyan sekinî, tevahiya civaka Îsraêl bi dengekî bilind pîroz kir û got:
“Bila Xudan pîroz be ku li gorî hemû tiştên soz dane, rihetî daye gelê xwe Îsraêl. Ji gotinên baş ku bi riya xulamê xwe Mûsa gotine, yek gotinek tenê jî pûç derneket.
Xwedayê me Xudan wek bi bav û kalên me re bû, bila bi me re be jî; bila me bernede û terka me neke.
Bila ew dilê me ber bi xwe ve bizivirîne ku herkes di hemû riyên wî de bimeşin û emir, qanûn û dadbariyên bav û kalên me pêk bînin.
Ev gotinên min ên ku ez pê li ber Xudan lava dikim, bila bi şev û roj di bîra Xwedayê me Xudan de bin ku ew li doza vî xulamê xwe û gelê xwe Îsraêl dinêre û herdem hewcedariya me ya rojane pêk tîne.
Bi vî awayî bila hemû gelên dinyayê bizanibin Xudan, Xwedê ye û ji xeynî wî yekî din tuneye.
Her wekî ku hûn îro jî dikin, ji bo ku hûn li gorî qanûnên wî bimeşin û emrên wî bi cih bînin, dilê xwe bi tevahî bispêrin Xwedayê me Xudan.”
Padîşah û tevahiya gelê Îsraêl pê re li ber Xudan qurban serjê kirin.
Silêman wekî qurbana aştiyê bîst û du hezar dewar û sed û bîst hezar pez ji Xudan re pêşkêş kirin. Bi vî awayî padîşah û tevahiya gelê Îsraêl Mala Xudan pîroz kir.
We rojê padîşah beşê navîn pîroz kir ku li hewşa li ber Mala Xudan bû. Wî qurbanên şewitandinê, pêşkêşiya dexlê û bezê qurbanên aştiyê li wir pêşkêş kirin. Çimkî gorîgeha tûncîn a li hizûra Xudan, têra bicihkirina qurbanên şewitandinê û pêşkêşiya dexlê û bezê qurbanên aştiyê nekir.
Silêman û tevahiya gelê Îsraêl heft rojan li hizûra Xwedayê me Xudan cejn kir. Civîneke pir mezin a mirovên ji Levo-Hamatê heta Geliyê Misrê bûn. Wan li pey hev du caran cejnên heft rojan kirin ku dikin cejna çardeh rojan.
Silêman dotira rojê gel şand konên xwe. Gel jî padîşah pîroz kir û ji ber tevahiya qenciya ku Xudan nîşanî Dawidê xulamê xwe û gelê xwe Îsraêl kiriye, bi şahî û dilgeşî çû.
Piştî ku Silêman Mala Xudan, qesir û hemû tiştên ku dixwest çêke qedandin,
çawa ku li Gîvonê lê xuya bû, Xudan dîsa li Silêman xuya bû.
Xudan jê re got: “Min dua û lavakirina te bihîst ku te li ber min kir. Min ev Mala ku te ji bo navê min heta hetayê tê de bimîne ava kiriye, pîroz kir. Çav û dilê min wê herdem li wir bin.
Heke tu jî wekî Dawidê bavê xwe bi min re bimeşî, bi dilê pak û dirustiyê her tiştê ku min li te emir kiriye bikî, qanûn û rêbazên min pêk bînî,
wê gavê ezê textê padîşahiya te heta hetayê li ser gelê Îsraêl xurt bikim û çawa ku min ji Dawidê bavê te re got: ‘Ji ziriyeta te, wê tu caran kesekî li ser textê gelê Îsraêl kêm nebe.’
“Lê heke hûn an zarokên we ji min bizivirin, emir û qanûnên ku min dan ber we pêk neyînin, herin xulamiya îlahan bikin û li ber wan deverû biçin erdê,
wê gavê ezê gelê Îsraêl ji welêt bavêjim ku min daye wan. Herwiha ezê vê Mala ku min ji bo navê xwe pîroz kiriye, ji hizûra xwe bavêjim. Wê gelê Îsraêl di nav tevahiya gelan de bibe mijar û meseloka tinazkirinê.
Ev Mala ku niha ewqas berz e, lê wê hemû kesên ku di ber re derbas dibin, şaş û metel bimînin, bifîkînin û bêjin: ‘Xudan çima ev xerabî anî serê vî welatî û vê Malê?’
Paşê wê wiha bêjin: ‘Çimkî wan dev ji Xwedayê xwe Xudan berda ku bav û kalên wan ji welatê Misrê deranîn. Wan xwe bi îlahan ve girê da û xulamiya wan kir. Ew li ber wan deverû çûn erdê. Ji ber vê yekê Xudan, tevahiya van xerabiyan anî ser wan.’”
Piştî ku Silêman herdu malan; Mala Xudan û qesra padîşah, di bîst salan de ava kirin,
Silêmanê Padîşah li herêma Celîleyê bîst bajar dan Hîramê Padîşahê Sûrê. Çimkî Hîram li gorî hemû daxwazên Silêman dara sedrê û dara çamê û zêr peyda kiribû.
Lê gava Hîram ji Sûrê derket ku bajarên Silêman danê bibîne, ew lê xweş nehatin.
Hîram got: “Bira! Ev çi bajar in ku te dane min?” Heta îro ji wê derê re, herêma Kavûl tê gotin.
Hîram ji padîşah re sed û bîst telant zêr şandibû.
Sedema ku Silêmanê Padîşah suxrevan berhev dikirin ew bû ku Mala Xudan, qesra xwe, Mîllo, dîwarê Orşelîmê, Hasorê, Megîddoyê û Gezerê ava bikin.
Padîşahê Misrê Firewn çûbû Gezer bi dest xistibû û ew şewitandibû. Kenaniyên li bajêr rûdiniştin kuştibû û wekî diyariya dawetê dabû keça xwe ya jina Silêman.
Silêman Gezer û Bêthorona Jêrîn,
Baalat û Tamara li beriyê,
hemû bajarên xwe yên embarî, bajarên xwe yên ji bo erebe û hespên xwe û çawa dixwest Orşelîm, Lubnan û bajarên din ava bike, ew der jî ava kirin. Herwiha wî tevahiya welatê di bin destê xwe de ava kir.
Hemû bermayiyên Amorî, Hîtîtî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyên ku ne ji gelê Îsraêl ne,
kesên ziriyeta wan ku gelê Îsraêl nikaribû bi tevahî ji holê rakin û li welêt diman, Silêman kirin xulamên suxrevan û ew kes heta îro jî wisa ne.
Silêman ji gelê Îsraêl kesek nekir kole. Lê ew şervan, siwar, xizmetkar, fermandar, serleşker û serekên siwaran bûn.
Ev kes li ser karên Silêman bûn. Pênc sed û pêncî peywirdar hebûn ku çavdêriya karkeran dikir.
Lê keça Firewn ji Bajarê Dawid hat qesra ku Silêman ji bo wê ava kiribû. Piştre Silêman Mîllo ava kir.
Silêman li ser gorîgeha ku ji bo Xudan çêkiribû salê sê caran qurbanên aştiyê û şewitandinê pêşkêş dikirin. Herwiha li ser gorîgeha li ber Xudan bixûr jî dişewitand. Bi vî awayî wî Mal qedand.
Silêmanê Padîşah li Esyon-Geverê gemî çêkirin ku li ba Eylata li keviya Derya Sor û li welatê Edomê bû.
Hîram gemî û deryavanên xwe yên ku vê deryayê dizanin, bi xulamên Silêman re şandin.
Ew çûn Ofîrê. Ji wir çar sed û bîst telant zêr standin û ji Silêmanê Padîşah re anîn.
Şahbanûya Sebayê navdariya Silêman a ku ji ber navê Xudan bû, bihîst. Li ser vê yekê ew hat ku wî bi pirsên giran biceribîne.
Tevî karwanekî pir mezin, bi deveyên biharatê û heta bêjî bes bi zêr û kevirên hêja barkirî hat Orşelîmê. Gava hat ba Silêman, çi di dilê wê de hebû jê re got.
Silêman bersiv da tevahiya pirsên wê. Ji bo padîşah tu tiştekî veşartî ku bersivê nede wê tunebû.
Dema Şahbanûya Sebayê hemû şehrezayiya Silêman, qesra ku çêkiriye,
xwarina sifra wî, rûniştina karmendên wî, xizmeta xizmetkarên wî ku bi cil û bergên taybet dikirin, meyger û qurbanên şewitandinê yên ku li Mala Xudan pêşkêş dikirin dîtin, ji şaş û metelbûnê devê wê vekirî ma.
Wê ji padîşah re got: “Gotinên ku min li welatê xwe ji bo karên te û şehrezayiya te bihîstibû rast in.
Lê heta ku ez nehatim û min bi çavên xwe nedît, min bawer nekir. Bi rastî nîvî tenê jî, ji min re nehatibû gotin. Şehrezayî û dewlemendiya te ji ya ku min bihîstiye gelekî zêdetir e.
Xwezî bi zilamên te û bi van xulamên te! Çimkî herdem li ber te disekinin û şehrezayiya te dibihîzin.
Xwedayê te Xudan pîroz be ku ji te razî ye û tu daniye ser textê gelê Îsraêl! Ji ber ku Xudan heta hetayê ji gelê Îsraêl hez dike, wî tu kirî padîşah ku tu serweriya heq û rastiyê pêk bînî.”
Şahbanûya Sebayê sed û bîst telant zêr, gelek biharat û kevirên hêja dan padîşah. Wê ewqas pir biharat dabû Silêmanê Padîşah ku careke din ewqas biharat nehat.
Herwiha gemiyên Hîram ji Ofîrê zêr dianîn. Wan gelek darên almûgê û kevirên hêja jî anîn.
Padîşah ji darên almûgê ji bo Mala Xudan û Qesra Padîşah destek û ji bo stranbêjan çeng û tembûr çêkirin. Heta îro jî ewqas zêde darên almûgê nehatine dîtin.
Silêmanê Padîşah her daxwaza Şahbanûya Sebayê pêk anî. Wî li gorî comerdiya padîşahiya xwe, her tiştên ku xwest dayê. Paşê şahbanû bi xizmetkarên xwe re vegeriya welatê xwe.
Giraniya zêrê di salekê de ji Silêman re hatibû, 666 telant bû.
Herwiha zêrên ji zilamên danûstandinê dikirin û ji bazirganiya taciran û ji tevahiya padîşahên Erebistanê û yên ji waliyên welêt hatibûn ne di nav vê de bû.
Silêmanê Padîşah ji zêrê kutayî du sed mertalên mezin çêkirin. Ji bo her mertalekî mezin şeş sed şekel zêr çû.
Ji zêrê kutayî sê sed mertalên biçûk çêkirin; ji bo her mertalekî sê mina zêr çû û padîşah ew xistin Mala Daristana Lubnanê.
Padîşah ji diranê fîlan textekî mezin çêkir û her dera wî bi zêrê xas kiras kir.
Şeş pêlikên text hebûn û ji paş ve serê text gilover bû. Di herdu aliyên cihê rûniştinê de mildank û li ba mildankan du peykerên şêran hebûn.
Li ser şeş pêlikan, li herdu aliyan duwanzdeh şêr hebûn. Li tu welatekî tiştekî wisa nehatiye çêkirin.
Hemû tasikên Silêmanê Padîşah ên ji bo vexwarinê ji zêr bûn û hemû taximên Mala Daristana Lubnanê ji zêrê xas bûn. Tu tişt ji zîv tunebû. Çimkî di dema Silêman de zîv ne tiştek bû.
Komek gemiyên Silêmanê Padîşah li Tarşîşê hebûn ku bi koma gemiyên Hîram re li ser deryayê bûn. Koma gemiyên Tarşîşê ji sê salan carekê dihatin û bi xwe re zêr, zîv, diranê fîlan û du cureyên meymûnan dianîn.
Silêmanê Padîşah bi dewlemendî û şehrezabûna xwe, di ser hemû padîşahên dinyayê re bû.
Ji bo ku şehrezabûna Xwedê xistiye dilê Silêman bibihîzin, tevahiya dinya dixwest wî bibîne.
Her yek ji wan sal bi sal, wekî diyarî taximên zêr û zîv, çek, xiftan, biharat, hesp û hêstir jê re dianîn.
Silêman hesp û erebeyên şer berhev kirin. Hezar û çar sed erebe û duwanzdeh hezar hespên wî hebûn. Wî hinek ji wan li bajarên ku ji bo erebeyan hatibûn terxankirin û hinek jî li Orşelîmê li ba xwe bi cih kirin.
Padîşah bi qasî keviran zîv anî Orşelîmê û darên sedrê wekî darhejîrên Şefêlayê zêde kirin.
Hespên Silêman ji Misrê û Qewêyê dihatin. Bazirganên padîşah ew bi xwe ji Qewêyê dikiriyan.
Erebeyeke şer bi şeş sed şekel zîvî, hespek jî bi sed û pêncî şekel zîvî ji Misrê dihatin anîn. Bazirganan ew difirotin hemû padîşahên Hîtîtî û Aramiyan.
Silêmanê Padîşah tevî keça Firewn, ji gelek keçên xerîb hez kir ku di nav wan de Moavî, Emmonî, Edomî, Saydayî û Hîtîtî jî hebûn.
Ew ji wan miletan bûn ku Xudan ji gelê Îsraêl re gotibû: “Hûnê nekevin nav wan û ewê jî nekevin nav we. Çimkî wê dilên we bizivirînin îlahên xwe.” Silêman bi hezkirin bi wan ve girêdayî bû.
Heft sed jinên Silêman hebûn ku keçên padîşahan bûn, sê sed cariyeyên wî jî hebûn û jinên wî dilê wî ji rê derxist.
Diyar bû ku jinên Silêman di kalîtiya wî de dilê wî ber bi îlahan ve ji rê derxistin û çawa ku Dawidê bavê wî dilê xwe bi tevahî spartibû, wî bi tevahî dilê xwe nespart Xwedayê xwe Xudan.
Silêman perizî Eştoreta îlaha Saydayiyan û da pey Molekê îlahê kirêt ê Emmoniyan.
Silêman tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Wî wekî Dawidê bavê xwe nekir û bi tevahî li pey Xudan neçû.
Wê gavê Silêman li çiyayê rojhilatê Orşelîmê, bilindciyên perizînê çêkirin ku biperize Kemoşê îlahê kirêt ê Moavê û Molekê îlahê kirêt ê Emmoniyan.
Wî ji bo hemû jinên xwe yên xerîbî ku ji bo îlahên xwe bixûr dişewitandin û qurban serjê dikirin wisa kir.
Xudan li Silêman hêrs bû. Çimkî dilê wî ji riya Xwedayê Îsraêl Xudan derket ku du caran lê xuya bûbû û
emir kiribû û gotibû: “Li pey îlahan neçe!” Lê Silêman emrên Xudan bi cih neanî.
Xudan ji Silêman re got: “Madem te ev tişt bi qestî kir û te peymana min û qanûnên min ên ku min spartibûn te, bi cih neanîn, ezê esse padîşahiyê ji destê te derxim û bidim xulamê te.
Lê ji bo qedrê bavê te Dawid ezê vê yekê di rojên te de nekim. Ezê wê ji destê kurê te derxim.
Lê ezê bi tevahî ji destê wî dernexim. Ji bo qedrê xulamê xwe Dawid û Orşelîma ku min hilbijartiye, ezê eşîrekê bidim wî.”
Xudan Hadadê Edomî li dijî Silêman derxist. Ew li Edomê ji ziriyeta padîşah bû.
Çimkî gava Dawid li Edomê bû, Yoavê Fermandar ku ji bo miriyan binax bike çûbû wir, hemû zilamên Edomî kuştibûn.
Yoav û hemû Îsraêlî şeş mehan li wê derê man û di wî wextî de qira hemû mêrên Edomî anîn.
Lê Hadad û hin Edomiyên ji xulamên bavê wî, pê re reviyan Misrê. Hadad hê zaro bû.
Ew ji Mîdyanê rabûn û hatin Paranê û bi xwe re ji Paranê zilam hildan û hatin Misrê ba Firewnê Padîşah. Wî erd, xanî û xwarin da Hadad.
Hadad ket çavê Firewn. Firewn xwişka jina xwe Şahbanû Tahpenêsê da wî.
Ji xwişka Tahpenêsê kurê wî Genûvat çêbû. Tahpenêsê li mala Firewn ew mezin kir û Genûvat li mala Firewn bi zarokên Firewn re mezin bû.
Çaxê Hadad li Misrê bihîst ku Dawid miriye û gihîştiye bav û kalên xwe û bi ser de Yoavê Fermandar jî miriye, wî ji Firewn re got: “Bihêle ez herim welatê xwe.”
Firewn jê re got: “Li ba min çi kêmahiya te heye ku tu dixwazî herî welatê xwe?” Wî got: “Tuneye, lê bihêle ez herim.”
Xwedê dijminekî din li dijî Silêman rakir. Ew jî Rezonê kurê Êlyada ku ji xweyê xwe Hadadezerê Padîşahê Sovayê reviyabû.
Dema Dawid li Sovayiyan xist, Rezon zilam li ba xwe berhev kirin û bû serekê rêbiran. Ew çûn Şamê û li wir rûniştin. Wan ew li Şamê kirin padîşah.
Ligel tevahiya xerabiyên Hadad, di hemû rojên Silêman de Rezon jî bû dijminê gelê Îsraêl. Wî ji gelê Îsraêl nefret kir û li ser Aramê padîşahî kir.
Yarovamê kurê Nevatê Efrayîmî yê Serêdayî xulamê Silêmanê li dijî padîşah serî hilda. Diya wî jinebiyeke bi navê Serûa bû.
Sedema ku wî serî li dijî padîşah rakir ev bû ku Silêman Mîllo çêkiribû û sûra Bajarê Dawidê bavê xwe temîr kiribû.
Herwiha Yarovam wêrek û jêhatî bû. Silêman dît ku zilamê ciwan bikêrhatî ye, wî ew danî ser hemû karên giran ên Mala Ûsiv.
Rojekê dema ku Yarovam ji Orşelîmê derket, Ahiyayê Pêxemberê ji Şîloyê rastî wî hat. Ahiya kincekî nû li xwe kiribû. Herdu jî li çolê bi tenê bûn.
Ahiya bi kincê xwe yê nû girt, ew çirand û kir duwanzdeh perçe.
Ji Yarovam re got: “Ji xwe re deh perçeyan hilde; çimkî Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Va ye ezê ji destê Silêman padîşahiya wî derxim û ezê deh eşîran bidim te.
Lê ji bo qedrê xulamê xwe Dawid û Orşelîma bajarê ku min ji hemû eşîrên Îsraêl hilbijartiye, wê eşîrek jê re be.
Çimkî wan dev ji min berda, perizîn Eştoreta îlaha Saydayiyan, Kemoşê îlahê Moaviyan û Molekê îlahê Emmoniyan. Wekî bavê wî Dawid tiştên di çavê min de rast in kirin, nekirin. Wan qanûn û rêbazên min pêk neanîn û di riya min de nemeşiyan.
Ezê hemû padîşahiyê ji destê wî dernexim. Lê ji bo qedrê xulamê xwe Dawidê ku min hilbijart û emir û qanûnên min bi cih dianî, ezê wî di hemû rojên jiyana wî de bikim serwer.
Ezê padîşahiyê ji destê kurê wî derxim û deh eşîran bidim destê te.
Ezê eşîrekê bidim kurê wî ku li ber min ji bo xulamê min Dawid qendîleke herheyî hebe. Li Orşelîma bajarê ku min ji bo xwe hilbijartiye, ji bo ku navê min tê de be.
Herçî tu yî, ezê te bikim Padîşahê welatê Îsraêl. Tê li gorî dilê xwe serweriyê bikî.
Heke tu jî çawa ku xulamê min Dawid hemû tiştên ez emir dikim guhdarî bikî, di riya min de bimeşî, tiştên di çavên min de rast in bikî û emir û qanûnên min bi cih bînî, ezê bi te re bim û wekî min ji bo Dawid kir, ezê ji bo te jî xanedaneke saxlem ava bikim û welatê Îsraêl bidim te.
Ji ber vê ezê ziriyeta Dawid nizim bikim, lê ne herdem.’”
Silêman xwest ku Yarovam bikuje lê Yarovam reviya çû Misrê ba Şîşaqê Padîşahê Misrê. Heta mirina Silêman ew li Misrê ma.
Qewimînên din ên padîşahiya Silêman, hemû kirin û şehrezabûna wî di Nivîsa Qewimînên Silêman de hatin nivîsandin.
Silêman li Orşelîmê li ser tevahiya gelê Îsraêl çil salan padîşahî kir.
Ew mir û gihîşt bav û kalên xwe. Li Bajarê Dawidê bavê xwe hat veşartin. Kurê wî Rehovam li cihê wî bû padîşah.
Rehovam çû Şexemê çimkî tevahiya gelê Îsraêl çûbû Şexemê ku wî bikin padîşah.
Gava Yarovamê kurê Nevat ev yek bihîst, biryar da ku ji Misrê vegere. Çimkî ew ji ber Silêmanê Padîşah reviyabû û xwe li wir girtibû.
Tevahiya civaka Îsraêl şand pey Yarovam û hemû bi hev re hatin ba Rehovam. Wan jê re got:
“Bavê te nîrekî giran xistiye stûyê me. Niha tu vê xulamiya bavê xwe ya dijwar û nîrê giran ku xistiye stûyê me sivik bike û emê ji te re xulamiyê bikin.”
Rehovam ji wan re got: “Niha herin û piştî sê rojan werin ba min.” Gel rabû çû.
Rehovamê Padîşah ji rîspiyên ku di dema Silêmanê bavê wî de şêwirmendî dikirin re got: “Hûnê şîreteke çawa li min bikin ku ez bersiva vî gelî bidim?”
Wan jê re got: “Heke îro tu ji vî gelî re bibî xulam û xulamiya wan bikî û bi peyvên xweş bersiva wan bidî, wê herdem ji te re bibin xulam.”
Lê wî dev ji şêwra rîspiyan berda û bi peywirdarên ciwan re şêwirî ku pê re mezin bûbûn.
Wî ji wan re got: “Gelo şêwra we çi ye? Ez bersiveke çawa bidim vî gelê ku ji min re dibêje: ‘Nîrê ku bavê te daniye ser me sivik bike’?”
Ciwanên ku pê re mezin bûbûn jê re got: “Ji wî gelê ku ji te re dibêje: ‘Bavê te nîr li ser me giran kir, tu nîrê me sivik bike’ re, wisa bêje: ‘Tiliya min a qilîçanê, ji navtenga bavê min stûrtir e!
Bavê min nîrê li ser we giran kir, ezê wî nîrî hê girantir bikim! Bavê min bi qemçiyan hûn terbiye kirin, lê ezê bi dûpişkan bikim!’”
Çawa ku padîşah gotibû: “Di roja sisêyan de dîsa werin ba min,” Yarovam bi tevahiya gel re, di roja sisêyan de hat ba Rehovam.
Padîşah bi dijwarî bersiv da gel û dev ji şîreta rîspiyan berda.
Wî li gorî şîreta ciwanan ji wan re got: “Bavê min nîrê li ser we giran kir, lê ezê wî nîrî hê girantir bikim. Wî bi qemçiyan hûn terbiye kirin, lê ezê we bi dûpişkan bikim.”
Padîşah guh neda gel. Xudan ev yek pêk anî ku peyva xwe bi riya Ahiyayê Şîloyî ji Yarovamê kurê Nevat re pêk bîne.
Dema ku tevahiya gelê Îsraêl dît padîşah li wan guhdarî nake, gel bersiv da padîşah û got: “Çi para me ji Dawid heye, Çi mîrasa me ji kurê Yêşa? Ya Îsraêl, bila herkes vegere konê xwe! Ya Dawid, tu jî hay ji mala xwe hebe.” Paşê gel vegeriya konên xwe.
Loma jî Rehovam bi tenê li ser gelê Îsraêl ê ku li bajarên Cihûdayê dima padîşahî kir.
Gava Rehovamê Padîşah Adoramê serkarê suxrevanan şand, tevahiya gelê Îsraêl ew da ber keviran û kuşt. Li ser vê yekê Rehovamê Padîşah yekser li erebeya xwe ya şer siwar bû û reviya Orşelîmê.
Ji wê rojê vir ve Îsraêl li dijî Mala Dawid serhildêr e.
Gava tevahiya gelê Îsraêl bihîst Yarovam vegeriyaye, wan şand pey wî û ew li ser tevahiya Îsraêlê kir padîşah. Ji bilî eşîra Cihûda tu kes li pey Mala Dawid neçû.
Gava Rehovam hat Orşelîmê, ji tevahiya Mala Cihûda û eşîra Binyamîn sed û heştê hezar leşkerên bijare dan hev ku li dijî Mala Îsraêl şer bikin û dîsa padîşahiyê bidin Rehovamê kurê Silêman.
Lê gotina Xwedê ji Şemayayê zilamê Xwedê re hat û got:
“Ji Rehovamê kurê Silêmanê Padîşahê Cihûdayê û ji tevahiya Mala Cihûda û Binyamîn û kesên din re bêje:
‘Xudan wiha dibêje: Hûnê ranebin! Hûnê li dijî birayên xwe gelê Îsraêl şer nekin! Vegerin, bila herkes here mala xwe. Çimkî ev bûyer ji min e.’” Li ser vê yekê wan guh da gotina Xudan. Wan li gorî gotina Xudan vegeriyan.
Yarovam li herêma çiyayî ya Efrayîmê, bajarê Şexemê çêkir û li wir ma. Paşê ji wir çû û bajarê Penûêlê çêkir.
Yarovam di dilê xwe de got: “Wê padîşahî dîsa vegere Mala Dawid.
Heke ev gel ji bo serjêkirina qurbanan wekî berê dîsa here Mala Xudan a li Orşelîmê, dilê vî gelî wê vegere xweyên wan Rehovamê Padîşahê Cihûdayê. Wê min bikujin û vegerin ber bi Rehovamê Padîşahê Cihûdayê.”
Padîşah şêwirî û du golikên zêrîn çêkirin û ji gel re got: “Çûyîna Orşelîmê ji bo we zêde ye. Ya gelê Îsraêl, va ye ev in îlahên we yên ku hûn ji welatê Misrê deranîn!”
Yekî li Bêt-Êlê bi cih kir; yê din jî anî Danê.
Ev yek bû sedema gunehan. Ji bo perizîna li ber yekî ji wan, gel heta Danê diçû.
Herwiha Yarovam li bilindciyan perestgeh ava kirin û ji nav tevahiya gel kesên ne Lêwiyî bûn, kahin kifş kirin.
Yarovam di roja panzdehê meha heştan de, wekî cejna welatê Cihûda cejnek çêkir. Wî li gorîgeha çêkiriye qurban pêşkêş kirin. Ji golikên zêrîn ku li Bêt-Êlê çêkiriye re qurban pêşkêş kirin û ji bo bilindciyên ku li Bêt-Êlê ava kiriye, kahin danîn ser kar.
Di roja panzdehê meha heştan a ku wî bi xwe kifş kir de, ew çû gorîgeha li Bêt-Êlê çêkiribû. Wî ew roj kir cejneke ji bo gelê Îsraêl. Çû gorîgehê û bixûr şewitand.
Dema Yarovam ji bo şewitandina bixûrê li ber gorîgehê sekinîbû, zilamekî Xwedê li gorî gotina Xudan ji Cihûdayê hat Bêt-Êlê.
Li gorî gotina Xudan ji gorîgehê re deng da û got: “Gorîgeh, ya gorîgeh! Xudan wiha dibêje: ‘Wê ji Mala Dawid re kurek çêbe, wê navê wî Yoşiya be. Kahinên peywirdarên li bilindciyên perizînê ku bixûr pêdixin, wê li ser te qurban pêşkêş bikin. Li ser te hestiyên mirovan bişewitînin!’”
Hema wê rojê zilamê Xwedê nîşanek da û got: “Nîşana ku Xudan daye ev e: ‘Ev gorîgeh wê biqelişe û xweliya li ser wê belav bibe.’”
Dema ku padîşah bihîst zilamê Xwedê ji gorîgeha Bêt-Êlê re ev gotin kirin, Yarovam ji ser gorîgehê re destê xwe dirêjî wî kir û got: “Wî bigirin.” Lê destê padîşah ê dirêjkirî hişk bû û careke din ber pê ve nehat.
Li gorî nîşana zilamê Xwedê ya li gorî gotina Xudan da, gorîgeh qelişî û xweliya li ser gorîgehê belav bû.
Padîşah ji zilamê Xwedê re got: “Hêvî dikim, ji Xwedayê xwe Xudan lava bike. Ji bo min dua bike ku destê min li min vegere.” Zilamê Xwedê ji Xudan lava kir û destê padîşah wekî berê baş bû.
Li ser vê yekê Padîşah ji zilamê Xwedê re got: “Were em herin malê tiştekî bixwin. Ezê diyariyekê jî bidim te.”
Zilamê Xwedê ji padîşah re got: “Tu nîvê malê xwe jî bidî min, ez bi te re nayêm. Li vir ezê ne nên bixwim, ne jî avê vexwim.
Çimkî Xudan bi peyva xwe li min wiha emir kiriye: ‘Ne nên bixwî, ne avê vexwî û ji riya ku çûyî jî venegerî.’”
Bi vî awayî zilamê Xwedê berê xwe da riyeke din; ji riya jê hatibû venegeriya Bêt-Êlê.
Wan rojan li Bêt-Êlê pêxemberekî kal dima. Kurên wî hatin û tiştên ku wê rojê zilamê Xwedê li Bêt-Êlê kiribûn û tiştên ku ji padîşah re gotibûn, jê re gotin.
Bavê wan ji wan pirsî û got: “Zilamê Xwedê berê xwe da kîjan rê û çû?” Kurên wî, riya vegerê ya zilamê Xwedê yê Cihûdayî, nîşanî bavê xwe da.
Paşê jî, ji kurên xwe re got: “Kerê min palan bikin.” Wan kerê wî palan kir û ew lê siwar bû.
Da pey zilamê Xwedê û li bin darberûyekê de rûniştî dît. Jê re got: “Zilamê Xwedê yê ku ji Cihûdayê hatiye tu yî?” Wî got: “Belê ez im.”
Pêxemberê kal jê re got: “Bi min re were malê, nên bixwe.”
Zilamê Xwedê got: “Ez nikarim bi te re vegerim û bêm mala te; ez li vê derê bi te re ne nên dixwim ne jî avê vedixwim.
Çimkî Xudan bi peyva xwe, ji min re wiha gotiye: ‘Li wir ne nên bixwe ne jî avê vexwe û ji riya ku çûyî jî venegere.’”
Li ser vê yekê pêxemberê kal jê re got: “Ez jî wekî te pêxember im. Milyaketek bi gotina Xudan ji min re got: ‘Wî bi xwe re vegerîne malê bila nên bixwe û avê vexwe.’” Bi vî awayî wî ew xapand.
Zilamê Xwedê pê re vegeriya, li mala wî nan xwar û av vexwar.
Hê ew li ser sifrê bûn, gotina Xudan ji wî pêxemberê ku ew vegerandibû kir re hat.
Ew jî bi dengekî bilind qîriya zilamê Xwedê ku ji Cihûdayê hatibû. “Xudan wiha dibêje: ‘Madem tu li dijî fermana Xudan derketî û te emrê Xwedayê xwe Xudan pêk neanî
û vegeriyayî li cihê ku ji te re gotibû ku nan nexwe û avê venexwe, te nan xwar û av vexwar. Loma jî wê cendekê te nekeve goristana bav û kalên te.’”
Piştî xwarin û vexwarinê, pêxemberê kal ê ku ew vegerandibû, rabû kerê zilamê Xwedê palan kir.
Zilamê Xwedê çû û di rê de rastî şêrekî hat. Şêr ew li wir kuşt. Cendekê wî li ser erdê dirêjkirî bû. Ker û şêr li ber cendekê wî sekinîbûn.
Kesên di wir re derbas dibûn, cendekê li ser rê û şêrê li ber wî dîtin. Rabûn çûn bajarê pêxemberê kal û behsa tiştên qewimî kirin.
Pêxemberê kal ê ku ew ji rê vegerandibû dema tiştên qewimî bihîst, wiha got: “Ev ew zilamê Xwedê ye ku li dijî fermana Xudan derketiye. Loma jî Xudan li ser peyva xwe, şêrekî şand ser wî, şêr ew perçe kir û kuşt.”
Paşê pêxember ji kurên xwe re got: “Kerê min palan bikin.” Wan ker palan kir.
Li kerê siwar bû û çû. Wî şêr û ker li ber cendekê zilamê Xwedê dît ku li ser rê bû. Şêr ne cendek xwaribû, ne jî ker perçe kiribû.
Pêxemberê kal cendekê zilamê Xwedê hilda, ew danî ser kerê û anî bajêr ku şîna wî bike û veşêre.
Pêxemberê kal cendek xist gora xwe şîna wî kir û got: “Wey birayo, ax birayo!”
Piştî ku wî ew veşart, pêxemberê kal ji kurên xwe re wiha got: “Gava ez mirim, min bixin gora ku zilamê Xwedê tê de ye. Hestiyên min jî deynin kêleka hestiyên wî.
Çimkî gotinên wî yên ku bi gotina Xudan ji gorîgeha Bêt-Êlê re û li ser hemû perestgehên bilindciyên bajarên Sameryayê gotibû, wê esse pêk bên.”
Piştî vê yekê jî, Yarovam xwe ji riya xerab neda alî. Careke din ji nav gel, ji bo bilindciyên perizînê kahin tayîn kirin. Kar da her kesê ku dixwest bibe kahin.
Ev yek bû sedema gunehên Mala Yarovam ku li ser rûyê erdê nemînin û tune bibin.
Wan çaxan Aviyayê kurê Yarovam nexweş ket.
Yarovam ji jina xwe re got: “Rabe, kincên xwe biguherîne ku te nas nekin û nizanibin tu jina min î û here Şîloyê. Ahiyayê Pêxember li wir e ku ji min re got: ‘Tê bibî padîşahê vî gelî.’
Bi destê xwe jê re deh nan, çend kulîçe û cerek hingiv bibe. Wê ji te re bibêje wê çi were serê kurik.”
Jina Yarovam wisa kir; rabû çû Şîloyê mala Ahiya. Ahiya êdî nedidît çimkî kal bûbû.
Xudan ji Ahiya re wiha got: “Va ye jina Yarovam tê ku pirsa çareya kurê xwe ji te bike, çimkî ew nexweş e. Tê jê re wiha bibêjî. Gava ew bê, wê xwe wekî jineke din nîşan bide.”
Dema jinik ji derî ket hundir, Ahiya dengê lingên wê bihîst û jê re got: “Were hundir, jina Yarovam. Te çima xwe wekî jineke din nîşan da? Ez hatime şandin ku xeberên xerab ji te re bêjim.
Here ji Yarovam re bêje ku Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Min tu ji nav gel hilbijart û li ser gelê xwe, Îsraêlê kir serwer.
Min padîşahiyê ji Mala Dawid stand û da te. Lê tu nebûyî wek xulamê min Dawidê ku emrên min bi cih anî, bi hemû dilê xwe li pey min hat û bi tenê tiştên di çavê min de rast in kir.
Te ji tevahiya kesên beriya xwe zêdetir xerabî kir. Te îlah û pûtên rijandî ji xwe re çêkirin. Bi vî awayî te ez hêrs kirim û pişta xwe da min.
“‘Ji ber vê yekê, ezê belayan bînim serê Mala Yarovam û li Îsraêlê çi ciwan çi jî kal ezê her mêrê Yarovamî tune bikim. Çawa ku kesek zibil dişewitîne ezê Mala Yarovam bişewitînim û ji holê rakim.
Kesên ji Mala Yarovam ên li bajaran bimirin wê kûçik, kesên li çolan bimirin jî wê teyrên ezmanan bixwin.’ Çimkî Xudan wiha gotiye.
“Niha tu rabe here mala xwe. Gava lingên te bikevin bajêr, wê kurik bimire.
Wê tevahiya Îsraêlê şîna wî bike û wî veşêre. Ji Mala Yarovam wê bi tenê ew bikeve gorê. Çimkî ji Mala Yarovam kesê ku dilê Xwedayê Îsraêl Xudan pê xweş bû, ew bû.
“Herwiha Xudan wê ji bo xwe padîşahekî deyne ser Îsraêlê. Ew padîşah wê hema wê rojê koka Mala Yarovam bîne. Kengê? Hema niha!
Wê Xudan li gelê Îsraêl bixe, çawa ku qamîşê di nava avê de diheje, wê ji kokê rake. Wê gel ji vî welatê qenc derxe ku dabû bav û kalên wan û wan belav bike û bavêje aliyê din a Feratê. Çimkî bi daçikandina pûtên xwe yên Aşêrayê, wan Xudan hêrs kirin.
Ji ber gunehên ku Yarovam kirin û bi gelê Îsraêl dabû kirin, wê Xudan dev ji gelê Îsraêl berde.”
Jina Yarovam rabû vegeriya Tîrsayê. Gava wê lingê xwe avêt ber şêmîka malê kurik mir.
Li gorî gotina ku wî bi riya xulamê xwe Ahiyayê Pêxember got, tevahiya gelê Îsraêl şîna wî kir û ew veşart.
Qewimînên din ên padîşahiya Yarovam, çawa şer û padîşahî kiriye, di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin.
Yarovam bîst û du salan padîşahî kir. Ew mir û gihîşt bav û kalên xwe. Kurê wî Nadav li cihê wî bû padîşah.
Rehovamê kurê Silêman li Cihûdayê padîşahî kir. Gava ew bû padîşah çil û yek salî bû. Wî li Orşelîmê hivdeh salan padîşahî kir ku Xudan ji bo navê wî tê de be, ji hemû derên eşîrên Îsraêl ew bajar hilbijartibû. Diya wî Naemaya Emmonî bû.
Cihûdayiyan tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Bi gunehên xwe, ji bav û kalên xwe zêdetir Xudan hêrs kir.
Li ser her girê bilind û li bin her dara şîn, ji xwe re kevirbel, pûtên Aşêrayê û cihê perizînê çêkirin.
Li welêt jin û mêrên laşfiroş ên pûtperestiyê jî hebûn. Cihûdayî wekî miletên din ku Xudan ew li ber gelê Îsraêl qewitandibûn, her kirêtî kirin.
Di pêncsaliya padîşahiya Rehovam de Şîşaqê Padîşahê Misrê êrîşî Orşelîmê kir.
Wî xezîneyên Mala Xudan û qesra padîşah birin. Wî her tişt bir. Wî hemû mertalên zêrîn ku Silêman çêkirin jî birin.
Lê Rehovamê Padîşah li cihê wan, mertalên tûnc çêkirin û dan fermandarên parêzvanên dergehê qesra padîşah.
Gava padîşah diçû Mala Xudan parêzvanan ew mertal hildidan û piştre dîsa dibirin odeya wan.
Qewimînên din ên padîşahiya Rehovam û hemû kirinên wî di Nivîsa Padîşahên Cihûdayê de hatin nivîsandin.
Di navbera Rehovam û Yarovam de herdem şer hebû.
Rehovam mir û gihîşt bav û kalên xwe. Li Bajarê Dawid, li ba pêşiyên xwe hat veşartin. Diya wî Naemaya Emmonî bû. Kurê wî Aviyam li cihê wî bû padîşah.
Di hijdehsaliya padîşahiya Yarovamê kurê Nevat de, Aviyam li ser gelê Cihûda bû padîşah.
Wî li Orşelîmê sê salan padîşahî kir. Diya wî Maexaya keça Avşalom bû.
Wî da ser riya hemû gunehên bavê xwe ku beriya wî kiribû. Wî dilê xwe bi tevahî nespart Xwedê Xudan, mina Dawidê bavkalê xwe.
Lê ji bo xatirê Dawid, Xwedayê wî Xudan ji bo xurtkirina Orşelîmê, piştî wî kurê wî kir padîşah û bi vî awayî li Orşelîmê qendîlek da wî.
Çimkî Dawid ji bilî karê Ûriyayê Hîtîtî, tevahiya rojên xwe tiştên di çavê Xudan de rast in, kiribûn. Ew tu caran ji emrên wî derneketibû.
Şerê di navbera Rehovam û Yarovam de, di tevahiya rojên Aviyam de berdewam kir.
Qewimînên din ên padîşahiya Aviyam û hemû kirinên wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Cihûdayê de hatin nivîsandin. Şerê di navbera Aviyam û Yarovam de berdewam kir.
Aviyam mir û gihîşt bav û kalên xwe. Li Bajarê Dawid hat veşartin. Kurê wî Asa li cihê wî bû padîşah.
Di bîst saliya padîşahiya Yarovamê Padîşahê Îsraêlê de Asa bû Padîşahê Cihûdayê.
Asa li Orşelîmê çil û yek salan padîşahî kir. Pîrika wî Maexaya keça Avşalom bû.
Wekî Dawidê bavkalê xwe, wî tiştên di çavê Xudan de rast in kirin.
Wî jin û mêrên laşfiroş ên pûtperestiyê ji welêt qewitandin. Hemû pûtên ku bav û kalên wî çêkirine ji holê rakirin.
Ji ber ku wê ji bo Aşêrayê pûtekî kirêt çêkiriye, wî Maexaya pîrika xwe ji şahbanûtiyê avêt. Asa pûtê wê birî û li Newala Qîdronê şewitand.
Tevî ku bilindciyên perizînê ranekirin jî, Asa di hemû rojên xwe de, dilê xwe bi tevahî spart Xudan.
Wî zêr, zîv û taximên ku wî û bavê wî bexişandine, anî Mala Xudan.
Şerê di navbera Asa û Baeşayê Padîşahê Îsraêlê de heta ew sax bûn berdewam kir.
Baeşayê Padîşahê Îsraêlê êrîşî Cihûdayê kir û bajarê Ramayê xurt kir ku tu kes nikaribe bikeve welatê Asayê Padîşahê Cihûdayê û jê derkeve.
Asa rahişt tevahiya zêr û zîvê xezîneya Mala Xudan û xezîneya qesra padîşah ê mayî û da destê xulamên xwe. Wan ew bir Ben-Hadadê kurê Tavrîmmonê kurê Hezyonê Padîşahê Aramê ku li Şamê dima. Jê re ev xeber şand û got:
“Çawa ku di navbera bavê te û bavê min de peymanek hebû, bila di navbera me de jî peymanek hebe. Va ye, ez zêr û zîv ji te re wekî diyarî dişînim. Tu jî peymana xwe ya bi Baeşayê Padîşahê Îsraêlê re betal bikî ku ji ser min rabe here.”
Ben-Hadad guh da Asayê Padîşah û fermandarên artêşên xwe bi ser bajarên welatê Îsraêl ve şandin. Wî bajarên Îyon, Dan, Avêl-Bêtmaexa û herêmên Kînneret û Nefteliyê desteser kirin.
Baeşa ev yek bihîst û dev ji xurtkirina Ramayê berda. Paşê ew li Tîrsayê ma.
Asayê Padîşah gazî tevahiya gelê Cihûda kir ku herkes were. Wan dar û kevirên Ramayê birin ku Baeşa ew pê ava dikir. Wî bi wan Gevaya Binyamînê û Mîspayê ava kirin.
Hemû qewimînên din ên padîşahiya Asa, hemû kirin, serketin û bajarên ava kirin, di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Cihûdayê de hatin nivîsandin. Asa di kalîtiya xwe de ji lingên xwe nexweş ket.
Ew mir û gihîşt bav û kalên xwe. Li Bajarê Dawidê bavkalê xwe, li ba pêşiyên xwe hat veşartin. Kurê wî Yehoşafat li cihê wî bû padîşah.
Di du saliya padîşahiya Asayê Padîşahê Cihûdayê de Nadavê kurê Yarovam li ser gelê Îsraêl bû padîşah. Nadav du salan padîşahî kir.
Wî tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Wî da ser riya bavkalê xwe û gunehê ku wî bi gelê Îsraêl dabû kirin.
Gava Nadav û tevahiya Îsraêlê bajarê Gîbbetona Filîstiyan dorpêç dikir, Baeşayê kurê Ahiyayê ji Mala Îssexar, fen li Nadav kir û ew li Gîbbetonê kuşt.
Di sê saliya padîşahiya Asayê Padîşahê Cihûdayê de Baeşa, Nadav kuşt û li cihê wî bû padîşah.
Gava Baeşa bû padîşah, qira tevahiya Mala Yarovam anî. Li gorî gotina Xudan ku bi riya xulamê xwe Ahiyayê Şîloyî gotibû, ji Mala Yarovam kesek nehişt, wî hemû kuştin.
Ev tişt ji ber gunehên Yarovam kiribû û bi gelê Îsraêl dabû kirin û ji ber ku Xwedayê Îsraêl Xudan hêrs kiribû, pêk hatin.
Qewimînên din ên padîşahiya Nadav û hemû kirinên wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin.
Şerê di navbera Asa û Baeşayê Padîşahê Îsraêlê de heta sax bûn berdewam kir.
Di sala sisêyan a Asayê Padîşahê Cihûdayê de, Baeşayê kurê Ahiya li Tîrsayê li ser gelê Îsraêl bû padîşah. Baeşa bîst û çar salan padîşahî kir.
Wî tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Wî da ser riya Yarovam û gunehê ku wî bi gelê Îsraêl dabû kirin.
Gotina Xudan bi riya Yêhûyê kurê Hananî ji Baeşayê Padîşahê Îsraêlê re hat û got:
“Tu ne tiştek bûyî, min tu rakirî û li ser gelê xwe Îsraêl kirî serwer. Lê ew di riya Yarovam de meşiya ku guneh bi gelê Îsraêl dabû kirin. Gunehên we ez hêrs kirim.
Loma jî çawa min anî serê Mala Yarovamê kurê Nevat, ezê te û mala te jî helak bikim.
Ji malbata Baeşa kesên li bajêr bimirin wê kûçik bixwin, kesên li çolê bimirin wê teyrên ezmanan bixwin.”
Qewimînên din ên padîşahiya Baeşa, hemû kirinên wî û serketinên wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin.
Ew mir û gihîşt bav û kalên xwe. Li Tîrsayê hat veşartin. Kurê wî Ela li cihê wî bû padîşah.
Herwiha ji ber her xerabiyên Baeşa yên di çavê Xudan de, gotina Xudan bi riya Yêhûyê Pêxemberê kurê Hananî, ji wî û mala wî re hat. Çimkî Baeşa bi xerabiyên xwe Xudan hêrs kiribû û bûbû wekî Mala Yarovam. Wî jî ev mal ji holê rakiribû.
Di bîst û şeş saliya padîşahiya Asayê Padîşahê Cihûdayê de Elayê kurê Baeşa li Tîrsayê li ser gelê Îsraêl bû padîşah. Wî du salan padîşahî kir.
Xulamê wî Zîmriyê fermandarê nîvê erebeyên wî yên şer, fen lê kir. Ela wî çaxî li Tîrsayê li mala Arsayê berpirsê qesrê vexwaribû û serxweş bûbû.
Zîmrî ket hundir, Ela kuşt û li cihê wî bû padîşah. Wî çaxî bîst û heft saliya padîşahiya Asayê Padîşahê Cihûdayê bû.
Gava Zîmrî bû padîşah û hat ser têxt, koka tevahiya Mala Baeşa anî. Tu mêrekî ji meriv û hevalên wî nehiştin.
Zîmrî koka tevahiya Mala Baeşa anî, wekî Xudan bi peyva xwe bi riya Yêhûyê Pêxember ji Baeşa re gotibû.
Baeşa û Elayê kurê wî ji ber ku guneh kir û bi gelê Îsraêl guneh da kirin û ji ber pûtên xwe, Xwedayê Îsraêl Xudan hêrs kir.
Qewimînên din ên padîşahiya Ela û hemû kirinên wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin.
Di sala bîst û heftan a Asayê Padîşahê Cihûdayê de, Zîmrî bû padîşah. Zîmrî li Tîrsayê bi tenê heft rojan padîşahî kir. Artêşa Îsraêlê nêzîkî bajarê Gîbbetona Filîstiyan artêşgeh ava kiribû.
Gava şervanên li artêşgehê bû bihîst ku Zîmrî fen kiriye û padîşah kuştiye, wan hema wê rojê Omriyê Fermandar li wê derê li ser Îsraêlê kir padîşah.
Omrî û hemû Îsraêliyên pê re, ji Gîbbetonê rabûn û çûn Tîrsayê dorpêç kirin.
Gava Zîmrî dît bajar tê standin, ket birca qesrê, qesir bi ser xwe de şewitand û hema li wir jî mir.
Çimkî wî guneh û tiştên di çavê Xudan de xerab in kirin, di riya Yarovam de meşiya û ji bo gunehê wî ku bi gelê Îsraêl dabû kirin.
Qewimînên din ên padîşahiya Zîmrî û fenekiya wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin.
Gelê Îsraêl bû du beş. Nîvê gel ji bo ku Tîvniyê kurê Gînat bike padîşah li pey wî çû û nîvê mayî jî da pey Omrî.
Gelê ku xwe li Omrî girtibû, li dijî gelê ku xwe li Tîvniyê kurê Gînat girtibû bi ser ket. Tîvnî mir û Omrî bû padîşah.
Di sî û yekemîn saliya padîşahiya Asayê Padîşahê Cihûdayê de Omrî li ser gelê Îsraêl bû padîşah. Wî duwanzdeh salan padîşahî kir ku şeş salên padîşahiyê li Tîrsayê derbas bû.
Omrî du telant zîv da kesekî bi navê Şemer û Girê Sameryayê jê kirî. Wî li ser gir bajarekî ava kir. Ji ber ku navê xweyê berê yê wî girî Şemer bû, Omrî navê bajêr kir Samerya.
Omrî tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin û ji her kesên beriya xwe zêdetir xerabî kir.
Ew di hemû riyên Yarovamê kurê Nevat de meşiya ku guneh bi gelê Îsraêl dabû kirin. Bi vî awayî Îsraêliyan Xwedayê Îsraêl Xudan, bi pûtên xwe hêrs kiribû.
Qewimînên din ên padîşahiya Omrî, kirin û serketinên wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin.
Omrî mir û gihîşt bav û kalên xwe. Li Sameryayê hat veşartin. Kurê wî Ahav li cihê wî bû padîşah.
Ahavê kurê Omrî, di sî û heşt saliya padîşahiya Asayê Padîşahê Cihûdayê de li ser gelê Îsraêl bû padîşah. Wî li Sameryayê li ser Îsraêlê bîst û du salan padîşahî kir.
Ahavê kurê Omrî ji hemû kesên beriya xwe zêdetir tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin.
Ahav, çawa ku gunehên bi çûna Yarovamê kurê Nevat ne bes bin, rabû bi ser de jî keça Etbaalê Padîşahê Saydayiyan Îzabelê ji xwe re anî. Piştre ji Baal re xulamî kir û perizî wî.
Wî li perestgeha Baal ku li Sameryayê çêkiriye, ji bo Baal gorîgehek çêkir.
Ahav pûtê Aşêrayê jî çêkir. Wî ji tevahiya padîşahên Îsraêlê yên berê zêdetir, Xwedayê Îsraêl Xudan hêrs kir.
Di padîşahiya Ahav de Hiyêlê Bêt-Êlî bajarê Erîhayê ji nû ve ava kir. Li gorî gotina Xudan ku bi riya Yêşûyê kurê Nûn gotibû, gava wî hîmê bajêr danî, kurê wî yê mezin Avîram û gava dergehên bajêr danî, kurê wî yê biçûk Segûv mir.
Êlyasê ji Tîşbeya Gîladê ji Ahav re wiha got: “Bi navê Xudanê Jîndar ê Xwedayê Îsraêl ku ez li ber sekinî me, bêyî ku ez bêjim, wê di salên bê de, ne xunav hebe, ne jî baran.”
Gotina Xudan jê re hat û got:
“Ji vir here û berê xwe bide rojhilat. Li Newala Kerîtê xwe veşêre ku dikeve rojhilatê Çemê Şerîayê.
Tê ji wê newalê vexwî û min ferman daye qijakan ku ew jî te têr bikin.”
Êlyasê ku li gorî gotina Xudan kir, çû li Newala Kerîtê bi cih bû ku dikeve rojhilatê Çemê Şerîayê.
Wî bi nên û goştê ku qijakan serê sibê û êvaran jê re dianîn xwe têr dikir û ji newalê av vedixwar.
Lê piştî demekê newal ziwa bû, çimkî êdî baran nebariya.
Wî çaxî ev gotina Xudan jê re hat û got:
“Rabe here bajarê Sarêfata Saydayê û li wir bimîne. Ji bo ku li wir te têr bike, min ferman daye jinebiyekê.”
Êlyas çû Sarêfatê. Dema gihîşt ber dergehê bajêr, dît ku jinebiyek li wir êzingan berhev dike. Ji jinikê re got: “Hêvî dikim, di tasekê de hinek av bide min ku ez vexwim.”
Jinik çû ku jê re avê bîne, wî dîsa gazî kir û got: “Hêvî dikim pariyek nan jî bi xwe re bîne.”
Jinikê got: “Bi navê Xwedayê te Xudanê Jîndar nanê min tuneye. Tenê kulmek arvan di kûp de, hinek jî rûn di meşkê de maye. Tu dibînî ez du lib êzing berhev dikim ku herim bi wî arvanî ji bo xwe û kurê xwe nanekî bipêjim. Belkî piştî vê xwarinê em bimirin.”
Êlyas jê re got: “Netirse, here çawa ku te got xwarina xwe çêke. Lê pêşî ji min re kilorekî biçûk çêke û bîne. Paşê tê ji bo xwe û kurê xwe çêkî.
Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Heta roja ku Xudan baranê bibarîne, wê ji kûp arvan, ji meşkê jî rûn kêm nebe.’”
Jinik rabû bi gotina Êlyas kir. Êlyas, wê û mala wê demeke dirêj xwar û vexwarin.
Li gorî gotina Xudan ku bi riya Êlyas gotibû, ji kûp arvan, ji meşkê jî rûn kêm nebû.
Piştî demekê kurê jinika xweya malê nexweş ket. Ji ber ku nexweşiya wî pir giran bû, mir.
Jinikê ji Êlyas re got: “Ya zilamê Xwedê tu çi ji min dixwazî? Tu hatî ku gunehên min bînî bîra min û kurê min bikujî?”
Êlyas jê re got: “Ka kurê xwe bide min.” Wî kurik ji hembêza jinikê derxist, ew bir odeya jor ku lê dima û danî ser nivînên xwe.
Paşê hewara xwe gihand Xudan û got: “Ya Xwedayê min Xudan, te çima ev bela anî serê vê jinebiya ku ez li ba wê mêvan bûm û kurê wê kuşt?”
Êlyas sê caran xwe li ser kurik xwar kir û hewara xwe gihand Xudan û got: “Ya Xwedayê min Xudan, tu careke din can bide vî kurikî.”
Xudan dengê Êlyas bihîst, can ket bedena kurik û rabû.
Êlyas kurik ji odeya jor berjêr kir, ew da diya wî û jê re got: “Va ye kurê te sax e!”
Li ser vê yekê jinikê ji Êlyas re got: “Niha êdî ez zanim tu zilamê Xwedê yî û gotina Xudan a tu dibêjî rast e.”
Piştî demeke dirêj, di sê saliya xelayê de gotina Xudan ji Êlyas re hat û got: “Here xwe nîşanî Ahav bide. Ezê baranê bibarînim ser axê.”
Êlyas çû ku xwe nîşanî Ahav bide. Li Sameryayê xela dijwar bû.
Ahav gazî Ovadya kir ku berpirsê qesrê bû. Ovadya ji Xudan gelekî ditirsiya.
Gava Îzabelê pêxemberên Xudan dikuştin, Ovadya sed pêxember birin, ew pêncî pêncî di şikeftan de veşartin û ew bi nan û av kirin.
Ahav ji Ovadya re got: “Were em herin li hemû kaniyên avê û newalên welêt bigerin. Belkî em giya bibînin û hesp û hêstiran têr bikin ku em heywanan winda nekin.”
Herduyan di nav xwe de welat parve kir ku lê bigerin. Ahav tenê bi riyekê ve çû, Ovadya jî tenê bi riyeke din ve.
Ovadya di rê de rastî Êlyas hat. Wî ew nas kir, deverû çû erdê û jê re got: “Ya Êlyas, ezbenî ev tu yî?”
Got: “Belê ez im. Here ji xweyê xwe re bêje: ‘Êlyas li vir e.’”
Ovadya got: “Çi gunehê min heye ku tu vî xulamê xwe didî destê Ahav ku min bikuje?
Bi navê Xudanê Jîndar, Xwedayê te tu milet û tu welat nema ku xweyê min ji bo li te bigere zilam neşandinê û dema gotin: ‘Ew ne li vir e’ jî, wî ew dan sondê ku wan tu nedîtine.
Lê tu niha dibêjî: ‘Here, ji xweyê xwe re bêje ku Êlyas li vir e!’
Gava ez ji ba te herim, wê Ruhê Xudan te bibe cihekî ku ez pê nizanim. Gava ez bêm ji Ahav re bêjim û ew te nebîne, wê min bikuje. Lê ev xulamê te ji zarokatiya xwe ve ji Xudan ditirse.
Ezbenî ma te nebihîst ku gava Îzabelê pêxemberên Xudan dan kuştin, min sed pêxemberên Xudan pêncî pêncî di şikeftan de veşartin û ew bi nan û av kirin?
Niha tu dibêjî: ‘Here, ji xweyê xwe Ahav re bêje: Êlyas li vir e.’ Wê rabe û min bikuje.”
Êlyas got: “Bi navê Xudanê Karîndar ê Jîndar ku ez li ber sekinî me, ezê bi rastî îro xwe jê re kifş bikim.”
Ovadya çû û Ahav dît. Wî jê re got. Li ser vê yekê Ahav çû ku pêşwaziya Êlyas bike.
Gava Ahav Êlyas dît jê re got: “Ew zilamê ku Îsraêlê xistiye nav derdan tu yî?”
Êlyas got: “Min Îsraêlê nexistiye nav derdan. Lê te û mala bavê te Îsraêlê xist nav derdan. We dev ji emrên Xudan berda û da pey Baalan.
Niha tevahiya Îsraêlê pê bihesîne ku tevî çar sed û pêncî pêxemberên Baal û çar sed pêxemberên Aşêrayê ku li ser sifreya Îzabelê xwarin dixwin, li Çiyayê Karmelê li ba min bicivîne.”
Ahav tevahiya gelê Îsraêl û pêxemberan li Çiyayê Karmelê civandin.
Êlyas nêzîkî gel bû û got: “Heta kengê hûnê di navbera du aliyan de bi dudilî herin û werin? Heke Xudan, Xwedê ye, li pey wî bimeşin. Lê heke Baal Xwedê ye li pey wî bimeşin.” Gel tiştekî negot.
Êlyas ji gel re got: “Ji pêxemberên Xudan ez tenê mame. Lê pêxemberên Baal çar sed û pêncî kes in.
Ji me re du conega bînin, bila yekî ji xwe re hildin, perçe bikin û deynin ser êzingan û êgir pê nexin. Ezê conegayê din bavêjim ser êzingan û êgir pê nexim.
Hûn gazî îlahê xwe bikin, ezê jî gazî Xudan bikim. Kîjan ji wan êgir pêxe Xwedê ew e.” Tevahiya gel got: “Ev gotin baş e.”
Êlyas ji pêxemberên Baal re got: “Berê hûn ji xwe re conegayekî hildin û amade bikin. Çimkî hûn gelek in, gazî îlahê xwe bikin, lê êgir pê nexin.”
Wan conegayê xwe hilda û amade kir. Ji sibê heta nîvro navê Baal hildida û digot: “Ya Baal, bersiva me bide.” Lê tu deng nehat û kesekî ku bersivê bide tunebû. Ew li dor gorîgeha xwe direqisîn.
Dema bû nîvro Êlyas tinazê xwe bi wan kir û got: “Bi dengê bilind gazî bikin çimkî ew îlahek e, an kûr difikire, an li daşirê ye, an rêwîtî dike. Dibe di xew de be, divê hûn wî hişyar bikin.”
Wan bi dengê bilind gazî kir û li gorî adetan heta ku ji wan xwîn birije, bi şûr û riman xwe birîndar kirin.
Ji nîvro heta dema pêşkêşiya êvarê bi cezba ketin. Lê ne deng hebû, ne bersivek. Kesî guhdariya wan nedikir.
Êlyas ji tevahiya gel re got: “Nêzîkî min bibin.” Tevahiya gel nêzîkî wî bû. Wî gorîgeha hilweşiyayî ya Xudan nû kir.
Li gorî hejmara eşîrên kurên Aqûb ê ku gotina Xudan jê re hatibû û gotibû: “Navê te wê bibe Îsraêl,” Êlyas rahişt duwanzdeh keviran.
Bi wan keviran gorîgeha bi navê Xudan çêkir û li dora gorîgehê çalekê kola ku bi qasî du sea tov hilde.
Êzing danî ser hev, conega perçe kir û danî ser êzingan. Paşê got: “Çar cer av dagirin û bi ser qurbana şewitandinê û êzingan ve birijînin.”
Êlyas got: “Dubare bikin.” Wan jî dubare kirin. Got: “Dîsa bikin.” Cara sisêyan jî eynî tiştî kirin.
Av li dora gorîgehê herikî û çal jî bi avê tije bû.
Dema ku pêşkêşiya êvarê bê pêşkêşkirin Êlyasê Pêxember nêzîkî gorîgehê bû, dua kir û got: “Ya Xudan, Xwedayê Îbrahîm, Îshaq û Îsraêl, bila îro bê zanîn ku li Îsraêlê tu Xudan î, ez xulamê te me û min tevahiya van tiştan bi gotina te kir.
Bersivê bide min ya Xudan! Bersivê bide min û bila ev gel bizanibe ku tu Xwedê yî ya Xudan û te kir ku dilê wan li te vegere.”
Agirê Xudan daket û qurbana şewitandinê, êzingan, keviran û axê daqurtandin. Wî ew qedandin û ava di çalê de jî ziwa kir.
Tevahiya gel dît û deverû çû erdê û got: “Xudan, Xwedê ye! Xudan, Xwedê ye!”
Êlyas ji wan re got: “Pêxemberên Baal bigirin, bila tu kes ji wan nereve û nefilite.” Wan ew girtin. Êlyas ew birin Geliyê Qîşonê û ew li wir serjê kirin.
Êlyas ji Ahav re got: “Rabe bixwe û vexwe. Çimkî dengê taviya baranê tê.”
Ahav ji bo xwarin û vexwarinê rabû. Êlyas jî derket ser Çiyayê Karmelê, deverû çû erdê û serê xwe xist nav çokên xwe.
Ji berdestiyê xwe re got: “Niha rabe berê xwe bide aliyê deryayê.” Berdestî rabû bala xwe da deryayê û got: “Tiştek tuneye.” Êlyas heft caran jê re got: “Dîsa here.”
Di cara heftan de berdestî got: “Va ye, ji deryayê ewrekî biçûk ê bi qasî kulma mirovan xuya dibe.” Êlyas jê re got: “Here ji Ahav re bêje: ‘Li erebeya xwe siwar be hê ku baran rê li ber te negire.’”
Wê gavê ezman bi ba û ewrên reş û tarî tije bû û baraneke giran bariya. Ahav siwar bû û berê xwe da Yîzreyêlê.
Destê Xudan li ser Êlyas bû. Wî pişta xwe girê da û heta Yîzreyêlê li pêşiya Ahav beziya.
Ahav her tiştên ku Êlyas kiribûn gihande Îzabela jina xwe û jê re got ku wî tevahiya pêxemberan bi şûr kuştine.
Îzabelê qasidek şand ba Êlyas û jê re got: “Heke heta sibê vî çaxî, ez canê te jî wek canê yekî ji van nestînim, bila îlah jî vê yekê û jê jî xerabtir bînin serê min.”
Li ser vê yekê Êlyas tirsiya rabû çû ku canê xwe rizgar bike. Ew çû bajarê Beêr-Şevaya Cihûdayê. Berdestiyê xwe li wir hişt.
Li çolê rojek meşiya, paşê hat li bin deviyeke hêrvistê rûnişt, mirina xwe xwest û got: “Ya Xudan, êdî bes e! Hema niha ruhê min bistîne, çimkî ez ji bav û kalên xwe ne çêtir im.”
Li bin deviyeke hêrvistê xwe dirêj kir û raza, wê gavê milyaketek dest dayê û jê re got: “Rabe, xwarinê bixwe!”
Dema ku li derdora xwe nihêrî dît ku li ber serê wî, li ser kevirên kelijî, nanekî pijiyayî û cerekî avê heye. Xwar û vexwar û dîsa raza.
Milyaketê Xudan careke din hat, dest dayê û jê re got: “Rabe, xwarinê bixwe. Çimkî riya ku tê heriyê, ji te re pir dirêj e.”
Êlyas rabû, xwar û vexwar. Bi hêza xwarina ku xwar, çil şev û çil rojan meşiya û çû Horêva Çiyayê Xwedê.
Li wir ket şikeftekê û şeva xwe li wir borand. Li wê derê gotina Xudan jê re hat û got: “Êlyas tu li vir çi dikî?”
Êlyas got: “Ez ji bo Xwedayê Karîndar Xudan gelekî xîretkêş bûm. Lê gelê Îsraêl dev ji peymana te berda, gorîgehên te hilweşandin û pêxemberên te bi şûr kuştin. Ez bi tenê mame û ketine pey min ku min jî bikujin.”
Xudan got: “Here çiyê û li ber min bisekine.” Va ye Xudan derbas dibû. Bayekî xurt ê mezin, çiyayan dikir şeq û li ber Xudan zinar perçe dikirin, lê Xudan ne di nav de bû. Piştî bayê, erdhej çêbû, lê Xudan ne di nav de bû.
Piştî erdhejê agir derket, lê Xudan ne di nav de bû. Piştî agir, dengekî aram ê zirav bilind bû.
Gava Êlyas ev deng bihîst, rûyê xwe bi ebayê xwe nixumand û rabû li ber devê şikeftê sekinî. Dengek lê peyda bû û jê re got: “Êlyas tu li vir çi dikî?”
Êlyas got: “Ez ji bo Xwedayê Karîndar Xudan gelekî xîretkêş bûm. Lê gelê Îsraêl dev ji peymana te berda, gorîgehên te hilweşandin û pêxemberên te bi şûr kuştin. Ez bi tenê mame û ketine pey min ku min jî bikujin.”
Xudan jê re got: “Rabe bide ser riya ku tu jê hatî û vegere çola Şamê. Gava tu çûyî wir tê Hazaêl li ser Aramê wekî padîşah rûn bikî.
Tê Yêhûyê kurê Nîmşî wek Padîşahê Îsraêlê rûn bikî û Êlîşayê kurê Şafatê Avêl-Meholayî jî, li cihê xwe wek pêxember rûn bikî.
Wê Yêhû kesê ji ber şûrê Hazaêl bifilite bikuje û Êlîşa jî kesê ji ber şûrê Yêhû bifilite bikuje.
Lê ezê li Îsraêlê heft hezar kesan biparêzim ku tevahiya wan li ber Baal neçûne ser çokan û ew ranemûsandine.”
Êlyas rabû, ji wir çû û Êlîşayê kurê Şafat dît. Êlîşa li ber wî, bi duwanzdeh cotên gayan cot dikir. Ew bi cotê duwanzdehan re bû. Êlyas derbasî aliyê wî bû û ebayê xwe avêt ser wî.
Êlîşa ga hiştin, lezand da pey Êlyas û jê re got: “Hêvî dikim destûrê bide ez dê û bavê xwe ramûsim. Wê gavê ezê li pey te bêm.” Wî jê re got: “Here û vegere, ma min rê li ber te girtiye?”
Çû, cotekî ga hilda û ew serjê kirin. Bi nîrê cot agir dada, goşt keland û da gel. Gel jî xwar. Piştre Êlîşa hat ba Êlyas û xizmeta wî kir.
Padîşahê Aramê Ben-Hadad tevahiya artêşa xwe civand. Bi wî re sî û du padîşah, hesp û erebeyên şer hebûn. Çû Sameryayê dorpêç kir û li dijî wê şer kir.
Ji Ahavê Padîşahê Îsraêlê re qasid şandin bajêr û jê re got:
“Ben-Hadad wisa dibêje: ‘Zêr û zîvên te, yên min in. Jin û kurên te yên herî baş, yên min in.’”
Padîşahê Îsraêlê got: “Padîşahê min ezbenî; wekî te got, ez û her tiştê min ên te ne.”
Qasid hatin ba Ahav. Wan got: “Ben-Hadad wiha dibêje: ‘Min ji te re xeber şand ku tê zêr û zîvên xwe, jin û zarokên xwe bidî min.
Lê ezê sibê van çaxan xulamên xwe bişînim. Wê bên li qesra te û malên xulamên te binêrin û wê hemû tiştên li ber çavên te hêja ne, hildin û bibin.’”
Padîşahê Îsraêlê gazî hemû rîspiyên welêt kir û got: “Binêrin, lava dikim, bibînin ka ev zilam çawa li xerabiyê digere. Ji min jinên min, zarokên min û zêr û zîvên min xwestin, min jî red nekir.”
Hemû rîspî û gel jê re got: “Guh nede û qayîl nebe.”
Îcar wî ji qasidên Ben-Hadad re got: “Ji xweyê min padîşah re bêjin: ‘Ez dikarim hemû tiştên ku te pêşî ji vî xulamê xwe xwestiye bikim lê nikarim vî tiştî bikim.’” Qasid çûn û wan ev bersiv jê re anîn.
Ben-Hadad xebereke din ji Ahav re şand û got: “Wê ewqas leşkerên min li ser te hebin ku axa Sameryayê kulmên wan tije neke. Yan na, bila îlah vê yekê û jê zêdetir bîne serê min.”
Padîşahê Îsraêlê bersiv da û got: “Jê re bêjin: ‘Bila ne beriya wergirtina zirxê xwe, piştî derxistina zirxê xwe pesnê xwe bide.’”
Gava Ben-Hadad ev yek bihîst, wî û padîşahên din di holikên xwe de vedixwarin. Wî ji xulamên xwe re got: “Rabin şer!” Wan jî tevdîra xwe kirin ku êrîşê bajêr bikin.
Pêxemberek nêzîkî Ahavê Padîşahê Îsraêlê bû û got: “Xudan wiha dibêje: ‘Te ev artêşa mezin dît? Va ye, îro ezê wê bidim destê te û wî çaxî tê bizanibî ku ez Xudan im.’”
Ahav got: “Bi kê re?” Wî got: “Xudan wiha dibêje: ‘Bi leşkerên fermandarên herêmê re.’” Ahav got: “Wê kî dest bi şer bike?” Pêxember got: “Tu.”
Wî leşkerên fermandarên herêmê berhev kir û ew hejmartin. Ew du sed û sî û du kes bûn. Li pey wan, tevahiya gelê Îsraêl jî berhev kir û ew hejmartin. Ew jî heft hezar kes bûn.
Artêş nîvro derket. Di vê navberê de, Ben-Hadad û sî û du padîşahên ku alîkariya wî dikirin, li holikan vedixwarin û serxweş dibûn.
Pêşî leşkerên fermandarên herêmê derketin. Gava zilamên ku Ben-Hadad şandibûn hatin, wan jê re got: “Va ye ji Sameryayê mirov rabûne û ber bi vir ve tên.”
Ben-Hadad got: “Çi ji bo şer, çi ji bo aştiyê, kesên ku ji wir tên, bi saxî bigirin.”
Leşkerên ciwan li pêş, bi artêşê re ji bajêr derketin
û kî hat pêşiya wan, lê xistin û kuştin. Aramî hemû reviyan û Îsraêliyan da pey wan. Lê Padîşahê Aramê Ben-Hadad li hespê xwe siwar bû, tevî çend siwariyên xwe reviya û filitî.
Padîşahê Îsraêlê rabû li hespan û li erebeyên şer xist. Wî Aramî bi giranî şikandin.
Ew pêxember nêzîkî Padîşahê Îsraêlê bû û jê re got: “Here hêza xwe bide hev. Baş dêhna xwe bide ka tê çi bikî. Çimkî bihara bê, wê Padîşahê Aramê dîsa êrîşê te bike.”
Karmendên Padîşahê Aramê jê re got: “Xwedayê wan xwedayê çiyayan e; ji ber vê, ji me bihêztir bûn. Lê heke em bi wan re li deştê şer bikin, emê esse ji wan bihêztir bin.
Vê yekê bike; her padîşahekî ji cihê wî rake û serekan deyne cihê wan.
Wekî artêşa ji destê te çûyî, hesp li cihê hespan, erebe li cihê erebeyan, ji xwe re artêşeke nû ava bike. Wê gavê em dikarin li dijî wan li deştê şer bikin. Esse emê ji wan hêzdartir bin.” Wî guh da gotina dengê wan û wisa kir.
Di biharê de Ben-Hadad Aramî dan hev û tevdîra şer kir. Ji bo şerê Îsraêlê çû Afêqê.
Îsraêlî jî berhev bûn û tevdîra şer kirin. Wan xwarina xwe amade kir û ber bi wan ve çûn. Îsraêliyan wekî du keriyên biçûk ên bizinan xuya dikirin. Lê welat ji Aramiyan tije bûbû.
Zilamê Xwedê nêzîk bû û ji Padîşahê Îsraêlê re got: “Xudan wiha dibêje: ‘Madem Aramiyan got: Xudan Xwedayê çiyayan e û ne Xwedayê deştan e, ezê tevahiya vê qelebalixê bidim destê te û wê gavê hûnê bizanibin ku ez Xudan im.’”
Heft rojan li pêşberî hev li artêşgehê man. Di roja heftan de şer destpê kir û Îsraêliyan di rojekê de ji Aramiyan sed hezar leşkerên peya kuştin.
Yên mayî reviyan nava Afêqê. Sûrên bajêr bi ser bîst û heft hezar kesên mayî ve hilweşiya. Ben-Hadad reviya, li bajêr ket odeya malekê.
Karmendên wî jê re got: “Va ye, me bihîst ku padîşahên Mala Îsraêl, padîşahên keremdar in. Em bi navtenga xwe ve çûx û bi serê xwe ve werîsan girê bidin û herin ba Padîşahê Îsraêlê, belkî te sax bihêle.”
Bi navtenga xwe ve çûx û bi serê xwe ve werîs girêdan û çûne ba Padîşahê Îsraêlê û gotin: “Xulamê te Ben-Hadad dibêje: ‘Ez lava dikim, min nekuje.’” Ahav lê vegerand û got: “Ma hê jî ew dijî? Nexwe ew birayê min e.”
Zilaman ev yek wek nîşaneke baş hesibandin, gotina wî birîn û gotin: “Erê, Ben-Hadad birayê te tê hesibandin.” Wî got: “Herin, wî bînin û werin.” Ben-Hadad hat ba wî û Ahav ew li erebeyê siwar kir.
Ben-Hadad jê re got: “Ezê bajarên ku bavê min ji bavê te standibûn bidim te û wekî bavê min li Sameryayê kiribû, tu jî dikarî li Şamê ji bo xwe sûkan ava bikî.” Ahav jê re got: “Ezê li gorî van şertan te berdim.” Wî peymanek çêkir û ew berda.
Zilamekî ji koma pêxemberan bi gotina Xudan ji hevalê xwe re got: “Lava dikim, li min bixe.” Lê zilam nexwest lê bixe.
Wê gavê jê re got: “Madem ku te guh neda dengê Xudan, çawa tu ji ba min herî, wê şêrek were, te bikuje.” Piştî zilam ji ba wî çû, şêrek rastî wî hat û ew kuşt.
Pêxember zilamekî din dît û jê re got: “Lava dikim, li min bixe.” Zilam jî lê xist û ew birîndar kir.
Pêxember çû û bi pêçekê ser û çavên xwe girt ku neyê naskirin. Bi vî awayî li ser rê li benda padîşah ma.
Dema padîşah derbas bû, pêxember qîriya û got: “Ev xulamê te ketibû şer, leşkerek zilamekî dîl anî û got: ‘Hay ji vî zilamî hebe. Heke bireve, tê bergîdana wî yan bi canê xwe, an bi telantek zîv bidî.’
Dema ku ez xulamê te, di nav xirecirê de bûm, zilam winda bû.” Padîşahê Îsraêlê jê re got: “Te bi xwe dadbariya xwe kir.”
Pêxember pêça li ser çavên xwe hilda û Padîşahê Îsraêlê fêm kir ku ew pêxemberek e.
Wî ji padîşah re got: “Xudan wiha dibêje: ‘Ji ber ku te zilamê ku min ji bo helakê terxan kiribû, ji dest berda, helakbûna wî, wê bê serê te; helakbûna gelê wî jî, wê bê serê gelê te.’”
Padîşahê Îsraêlê xeyidî û bi hêrs çû qesra xwe ya li Sameryayê.
Li Yîzreyêlê li ba qesra Ahavê Padîşahê Sameryayê, rezekî Navotê Yîzreyêlî hebû.
Ahav ji Navot re got: “Rezê xwe bide min. Bila ji min re bibe bostanê sewzeyan, çimkî ew nêzîkî mala min e. Ezê li cihê wî rezekî çêtir bidim te. Yan jî, heke tu bixwazî ezê heqê wî bi zîvan bidim te.”
Navot ji Ahav re got: “Xudan neke ku ez milkê bav û kalên xwe bidim te.”
Ji ber ku Navotê Yîzreyêlî gotibû: “Ez milkê bav û kalên xwe nadim te,” Ahav xeyidî û bi hêrs ket qesra xwe. Li ser nivînan xwe pal da, mirûzê xwe tirş kir û nan nexwar.
Jina wî Îzabel hat ba wî û jê re got: “Çima wisa aciz î û nan naxwî?”
Wî jê re got: “Çimkî min ji Navotê Yîzreyêlî re got: ‘Rezê xwe bi zîv bide min an jî li cihê wî ez rezekî din bidim te’ lê wî got: ‘Ez nadim te.’”
Îzabela jina wî jê re got: “Ma ne tu yî Padîşahê Îsraêlê? Rabe nan bixwe û bila dilê te xweş be. Ezê rezê Navotê Yîzreyêlî bidim te.”
Bi navê Ahav name nivîsandi, bi mora wî mor kirin û ji rîspî û pêşengên bajarê Navot re şandin.
Wê di nameyan de wiha nivîsand: “Rojiyekê îlan bikin û Navot jî deynin ser gel.
Li pêşberê wî du şahidên derewîn bidin rûniştandin. Bila bêjin: ‘Te nalet li padîşah û Xwedê kir’ bila li dijî wî şahidiyê bikin û wî derxin derve. Paşê wî bidin ber keviran û bikujin.”
Zilamên bajêr, rîspî û pêşengên ku li bajarê wî diman, çawa ku Îzabelê ji wan re nivîsandibû û gotibû kirin. Wekî di nameyan de hat nivîsandin,
wan rojî îlan kir û Navot danîn ser gel.
Du şahidên derewîn hatin û li pêşberî wî rûniştin. Wan zilaman li ber gel li ser Navot got: “Navot nalet li padîşah û Xwedê kir.” Bi vî awayî şahidî kirin. Li ser vê yekê wan ew derxist derveyî bajêr, da ber keviran û kuşt.
Ji Îzabelê re xeber şand û got: “Navot hat kevirkirin û kuştin.”
Gava Îzabelê bihîst ku Navot hatiye kevirkirin û kuştin, wê ji Ahav re got: “Rabe, rezê ku Navotê Yîzreyêlî nexwest bifiroşe te, ji xwe re bike milk. Çimkî êdî Navot ne sax e, ew mirî ye.”
Gava Ahav bihîst ku Navot miriye, rabû çû ku rezê wî ji xwe re bike milk.
Gotina Xudan ji Êlyasê Tîşbeyî re hat û got:
“Rabe, here Sameryayê ba Ahavê Padîşahê Îsraêlê. Ew di nav rezê Navot de ye. Ew ji bo ku wê derê ji xwe re bike milk li wir e.
Tê jê re bêjî: ‘Xudan wiha dibêje: Te kuşt û ji xwe re kir milk jî?’ Tê jê re bêjî: ‘Xudan wiha dibêje: Li cihê ku kûçikan xwîna Navot alast, wê li wê derê xwîna te jî bialêsin.’”
Ahav ji Êlyas re got: “Ya dijminê min, tu hatî dîtina min?” Wî got: “Belê ez hatim dîtina te. Çimkî te xwe firot ku tu tiştên di çavê Xudan de xerab in bikî.
Xudan dibêje: ‘Ezê xerabiyê bînim serê te û te tune bikim. Ezê çi ciwan çi jî kal hemû mêrên ji ziriyeta Ahav ên li Îsraêlê helak bikim.
Ezê mala te wek Mala Yarovamê kurê Nevat û wek Mala Baeşayê kurê Ahiya bikim, çimkî te ez hêrs kirim û bi gelê Îsraêl guneh da kirin.’
“Xudan ji bo Îzabelê jî got: ‘Li ber dîwarê Yîzreyêlê wê kûçik Îzabelê bixwin.’
Herçî kesên ji malbata Ahav in, gava li bajêr bimirin, wê kûçik wan bixwin. Heke li çolê bimirin wê teyrên ezmanan wan bixwin.”
Di çavê Xudan de tu kesê wek Ahav ku xwe firotibû xerabiyê tunebû. Îzabela jina wî ew sor dikir.
Ahav wek Amoriyên ku Xudan li ber gelê Îsraêl qewitandibûn da pey pûtan. Ev karekî kirêt bû.
Piştî gotinên Êlyas, Ahav cilê xwe veçirand, çûx li xwe kir û rojî girt. Di nav çûxê de raza û da ser riya nefsbiçûkiyê.
Gotina Xudan ji Êlyasê Tîşbeyî re hat û got:
“Ahav çawa li ber min nizim bû te dît? Madem li ber min nizim bû, ezê di rojên wî de xerabiyê neşînim. Lê ezê di rojên kurê wî de xerabiyê bişînim ser mala wî.”
Sê salan di navbera Aramê û Îsraêlê de şer çênebû.
Sala sisêyan Yehoşafatê Padîşahê Cihûdayê çû serdana Padîşahê Îsraêlê.
Padîşahê Îsraêlê ji xulamên xwe re got: “Ma hûn nizanin ku Ramot-Gîlad ya me ye? Lê em bêdeng dimînin û ji destê Padîşahê Aramê nastînin.”
Wî ji Yehoşafat re got: “Tê bi min re şerê Ramot-Gîladê bikî?” Yehoşafat ji Padîşahê Îsraêlê re got: “Min wekî te, gelê min wekî gelê te û hespên min jî wekî hespên xwe bihesibîne.”
Yehoşafat berdewam kir û ji Padîşahê Îsraêlê re got: “Lê pêşî ji Xudan şîretê bixwaze.”
Paşê Padîşahê Îsraêlê, bi qasî çar sed pêxember civandin û ji wan re got: “Gelo ez herim şerê Ramot-Gîladê yan neçim?” Wan jê re got: “Rabe here. Wê Reb bajêr bide destê padîşah.”
Lê Yehoşafat got: “Ji kesên li vir pê ve pêxemberekî din ê Xudan tuneye ku em bi riya wî şîreta Xudan bixwazin?”
Padîşahê Îsraêlê ji Yehoşafat re got: “Yekî din jî heye. Em dikarin ji Mîxayayê kurê Yîmla şîreta Xudan bixwazin. Lê ez jê nefret dikim, çimkî li ser min qet pêxemberiya xêrê nake. Ew tenê pêxemberiya belayan dike.” Yehoşafat got: “Bila padîşah wisa nebêje.”
Padîşahê Îsraêlê gazî karmendekî kir û got: “Zû here gazî Mîxayayê kurê Yîmla bike.”
Padîşahê Îsraêlê û Yehoşafatê Padîşahê Cihûdayê, bi cil û bergên padîşahiyê li ser textên xwe rûniştin ku li ber bêndera dergehê Sameryayê ye. Tevahiya pêxemberan jî li ber wan pêxemberî dikir.
Sîdqiyayê kurê Kenaena ji xwe re qiloçên hesinî çêkirin û got: “Xudan wiha dibêje: ‘Heta Aramî biqedin tê bi van qiloçan li wan bixî.’”
Tevahiya pêxemberan bi heman awayî pêxemberî dikir û digot: “Rabe here Ramot-Gîladê û bi ser bikeve! Wê Xudan wan bide destê padîşah!”
Di vê navberê de qasidê ku ji bo gazî wî bike çûbû ji Mîxaya re got: “Va ye, pêxember bi yek dengî ji padîşah re bi yek dengî gotinên xêrê dikin. Hêvî dikim tu jî gotina xêrê bikî.”
Mîxaya sond xwar û got: “Bi navê Xudanê Jîndar, Xudan ji min re çi bêje, ezê wê bibêjim.”
Gava ew hat ba padîşah, padîşah jê re got: “Ya Mîxaya! Gelo em herin şerê Ramot-Gîladê, yan na?” Mîxaya got: “Here! Tê bi ser bikevî. Wê Xudan bajêr bide destê padîşah.”
Padîşah jê re got: “Ez çend caran bi navê Xudan te bidim sondê ku tu ji bilî rastiyê ji min re tiştekî din nebêjî?”
Mîxaya bersiva wî da û got: “Min hemû gelê Îsraêl wekî pezê bêşivan ên li serê çiyayan belavbûyî dît û Xudan got: ‘Ew bêxweyî ne. Bila herkes bi xêr û silamet vegere mala xwe.’”
Padîşahê Îsraêlê ji Yehoşafat re got: “Ma min ji te re negot? Ew li ser min, ne pêxemberiya xêrê, lê tenê pêxemberiya belayan dike.”
Mîxaya got: “Madem wisa ye guh bide gotina Xudan! Min Xudan dît. Ew li ser textê xwe rûniştiye û tevahiya artêşa ezmanan li çep û rasta wî bû.
Xudan pirsî û got: ‘Wê kî Ahav bixapîne ku here şerê Ramot-Gîladê û bê kuştin?’ “Hinek wisa, hinek bi awayekî din got.
Paşê ruhek derket, li ber Xudan sekinî û got: ‘Ez dikarim wî bixapînim.’ “Xudan jê re got: ‘Çawa?’
“Wî got: ‘Ezê herim û di devê hemû pêxemberên wî de bibim ruhekî xapînok.’ “Xudan got: ‘Bila. Tê bixapînî û bi ser bikevî. Here bike!’
“Va ye Xudan ruhekî xapînok xistiye devê hemû pêxemberên te û Xudan li ser te biryareke xerab daye.”
Sîdqiyayê kurê Kenana nêzîkî Mîxaya bû û şimaqek li rûyê wî xist û got: “Ruhê Xudan çawa ji ba min rabû ku bi te re bipeyive?”
Mîxaya got: “Roja ku tu bikevî odeyeke malê ku xwe veşêrî, tê fêm bikî.”
Padîşahê Îsraêlê got: “Mîxaya bigirin û wî vegerînin ba Amonê serekê bajêr û Yoaşê kurê padîşah.
Ji wan re bêje: ‘Padîşah wisa dibêje: Wî bavêjin girtîgehê û heta ez bi xêr û silamet vegerim, bi qasî ku nemire tenê av û nên bidinê.’”
Mîxaya jê re got: “Heke tu esse bi xêr û silamet vegerî, wî çaxî wê bê zanîn ku Xudan bi riya min negotiye.” Wî berdewam kir û got: “Ya gelno, guhdarî bikin!”
Padîşahê Îsraêlê û Yehoşafatê Padîşahê Cihûdayê çûn Ramot-Gîladê.
Padîşahê Îsraêlê ji Yehoşafat re got: “Ezê cil û bergên xwe biguherînim û bikevim şer, lê tu cil û bergên xwe yên padîşahiyê li xwe bike.” Bi vî awayî Padîşahê Îsraêlê cilên xwe guhertin û ket şer.
Padîşahê Aramê ji sî û du fermandarên erebeyên xwe yên şer re gotibû: “Ne li dijî biçûkan, ne jî li dijî mezinan, lê tenê li dijî Padîşahê Îsraêlê şer bikin.”
Fermandarên erebeyan Yehoşafat dît û got: “Ev Padîşahê Îsraêlê ye.” Ew bi ser wî de çûn. Li ser vê yekê Yehoşafat kir hewar.
Gava fermandaran dît ku ew ne Padîşahê Îsraêlê ye, wan dev jê berdan.
Lê zilamekî bêyî ku nîşan bigire kevan tikand û ji cihê ku zirx digihîjin hev li Padîşahê Îsraêlê xist. Li ser vê yekê padîşah ji ajokarê erebeya xwe re got: “Hefsarê xwe bizivirîne û min ji nava şer derxe, ez birîndar bûm.”
Şer wê rojê giran bû û padîşah di erebeyê de li ber Aramiyan li ser piyan hat sekinandin. Ew êvarê mir û xwîna wî di nava erebeyê de bû gol.
Gava roj li ber avabûnê bû ji nava artêşê dengek bilind bû: “Bila herkes vegere cih û warê xwe!”
Padîşah miribû. Ew anîn Sameryayê û li wir veşartin.
Erebeya wî li ber Hewza Sameryayê paqij kirin ku fahîşeyan li wir xwe dişûştin. Li gorî gotina Xudan kûçikan xwîna wî alast.
Qewimînên din ên padîşahiya Ahav û hemû kirinên wî, çawa qesra ku ji diranên fîlan çêkir û hemû bajarên ku wî ava kirin, di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin.
Ew mir û gihîşt bav û kalên xwe. Kurê wî Ahazya li cihê wî bû padîşah.
Di sala çaran a Ahavê Padîşahê Îsraêlê de, Yehoşafatê kurê Asa bû Padîşahê Cihûdayê.
Gava bû padîşah sî û pênc salî bû. Wî li Orşelîmê bîst û pênc salan padîşahî kir. Diya wî Ezûvaya keça Şîlhî bû.
Ew di hemû riyên Asayê bavê xwe de meşiya. Wî xwe jê neda alî û tiştên di çavê Xudan de rast in kirin. Lê bilindciyên perizînê nehatin rakirin. Gel hê jî li bilindciyan qurban serjê dikirin û bixûr pêdixistin.
Yehoşafat bi Padîşahê Îsraêlê re aştî kir.
Qewimînên din ên padîşahiya Yehoşafat, şer û serketinên wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Cihûdayê de hatin nivîsandin.
Wî jin û mêrên laşfiroş yên pûtperestiyê ku ji dema Asayê bavê wî mabûn, ji nav welêt rakirin.
Li Edomê padîşah tune bû. Wekîlek li ser cihê padîşah bû.
Yehoşafat ji bo ku zêr ji Ofîrê bîne, gemiyên wekî yên Tarşîşê çêkirin. Lê ew neçûn, çimkî gemî li Esyon-Geverê perçe bûn.
Wê gavê Ahazyayê kurê Ahav ji Yehoşafat re got: “Bila di gemiyan de xulamên min bi xulamên te re herin.” Lê Yehoşafat nexwest.
Yehoşafat mir û gihîşt bav û kalên xwe. Li Bajarê Dawidê bavkalê xwe, li ba pêşiyên xwe hat veşartin. Kurê wî Yehoram li cihê wî bû padîşah.
Ahazyayê kurê Ahav, di sala hivdehan a Yehoşafatê Padîşahê Cihûdayê de, li Sameryayê li ser gelê Îsraêl bû padîşah. Wî li ser Îsraêlê du salan padîşahî kir.
Wî tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Ew di riya dê û bavê xwe û riya Yarovamê kurê Nevat de meşiya ku guneh bi gelê Îsraêl dabû kirin.
Ji Baal re xulamî kir û perizî wî. Li gorî her tiştên ku bavê wî kiriye, wî Xwedayê Îsraêl Xudan hêrs kir.
Piştî mirina Ahav, Moav li dijî Îsraêlê serî rakir.
Ahazyayê Padîşahê Îsraêlê, li Sameryayê li odeya jorîn a qesra xwe, ji şibakeya bi çarçoveyên çaxkirî ket û birîndar bû. Wî qasid şandin û ji wan re got: “Herin ji Baal-Zevûvê îlahê Eqronê bipirsin, gelo ezê ji vê birînê baş bibim an na?”
Milyaketê Xudan ji Êlyasê Tîşbeyî re got: “Rabe, here pêşwaziya şandiyên Padîşahê Sameryayê bike û ji wan re bêje: ‘Ma li Îsraêlê Xwedê tuneye ku hûn ji Baal-Zevûvê îlahê Eqronê dipirsin?
Ji ber vê yekê Xudan wiha dibêje: Tê ji wê nivîna li ser î, ranebî û esse bimirî.’” Êlyas rabû çû.
Qasid vegeriyan ba padîşah û wî ji wan re got: “Hûn çima vegeriyan?”
Wan got: “Zilamek hat pêşwaziya me û ji me re got: ‘Herin ba padîşahê ku hûn şandin û jê re bêjin: Xudan wiha dibêje: Ma li Îsraêlê Xwedê tuneye ku te qasid şandin Baal-Zevûvê îlahê Eqronê û jê dipirsî? Loma tê ji wê nivîna li ser î, ranebî û esse bimirî.’”
Padîşah got: “Ew zilamê ku hat pêşwaziya we û ji we re wiha got, zilamekî çawa bû?”
Wan got: “Xiftanekî bipirç lê bû û piştênkeke çermîn li navtengê girêdayî bû.” Wî got: “Ew Êlyasê Tîşbeyî ye.”
Pêncî zilamên xwe û fermandarê wan şandin ba wî. Fermandar çû ba Êlyasê li serê girekî rûniştibû. Fermandar jê re got: “Ya zilamê Xwedê, padîşah dibêje: ‘Bila were xwarê!’”
Êlyas li fermandar vegerand û got: “Heke ez zilamê Xwedê me, bila agir ji ezmanan bibare, te û pêncî zilamên te bişewitîne û tune bike.” Ji ezmanan agir bariya, wî û her pêncî zilamên wî daqurtandin û tune kirin.
Padîşah careke din pêncî zilamên din û fermandarê wan şandin. Fermandar ji Êlyas re got: “Ya zilamê Xwedê, padîşah wiha dibêje: ‘Bila zû were xwarê!’”
Êlyas bersiv da û ji wan re got: “Heke ez zilamê Xwedê me, bila agir ji ezmanan bibare, te û pêncî zilamên te daqurtîne û tune bike.” Ji ezmanan agirê Xudan bariya, wî û her pêncî zilamên wî daqurtandin û tune kirin.
Cara sisêyan pêncî zilamên xwe û fermandarê wan şand. Fermandarê sisêyan a her pênciyan hat li ber Êlyas çok da û jê lava kir û got: “Ya zilamê Xwedê, lava dikim, bila heyfa te li min û li van pêncî xulamên te bê.
Rast e, berê agir ji ezmanan bariya û herdu fermandarê pênciyan û mirovên wan daqurtand. Lê niha bila heyfa te bi min were.”
Milyaketê Xudan ji Êlyas re got: “Pê re berjêr be, jê netirse.” Êlyas rabû pê re çû ba padîşah.
Wî jê re got: “Xudan wiha dibêje: ‘Ma li Îsraêlê Xwedê tuneye ku te qasid şandin ba Baal-Zevûvê îlahê Eqronê û jê bipirsin? Loma tê ji wê nivîna li ser î, ranebî û esse bimirî.’”
Li gorî gotina Xudan a ku Êlyas got, padîşah mir. Yoramê birayê Ahazya li cihê wî bû padîşah, çimkî kurê wî tunebû. Ev yek di du saliya padîşahiya Yehoramê kurê Yehoşafatê Padîşahê Cihûdayê de pêk hat.
Qewimînên din ên padîşahiya Ahazya ku wî kirin, di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin.
Beriya ku Xudan Êlyas bi bagerê re derxista ezmanan, Êlyas û Êlîşa ji Gîlgalê bi rê ketibûn.
Êlyas ji Êlîşa re got: “Hêvî dikim li vir bimîne. Çimkî Xudan min dişîne Bêt-Êlê.” Lê Êlîşa got: “Bi navê Xudanê Jîndar û ji bo xatirê canê te, ez te bernadim.” Bi vî awayî çûn Bêt-Êlê.
Koma pêxemberên li Bêt-Êlê çûn ba Êlîşa û jê re gotin: “Tu dizanî wê îro Xudan, xweyê te ji ser te hilde?” Êlîşa got: “Erê dizanim, hiş bin!”
Êlyas jê re got: “Ya Êlîşa, li vir bimîne; çimkî Xudan ez şandim Erîhayê.” Wî got: “Bi navê Xudanê Jîndar û ji bo xatirê canê te, ez te bernadim.” Bi vî awayî hatin Erîhayê.
Koma pêxemberên li Erîhayê nêzîkî Êlîşa bûn û jê re gotin: “Tu dizanî wê îro Xudan xweyê te ji ser te hilde?” Wî got: “Erê dizanim, hiş bin.”
Paşê Êlyas jê re got: “Tu li vir bimîne. Xudan ez şandim ber Çemê Şerîayê.” Lê Êlîşa got: “Bi navê Xudanê Jîndar û ji bo xatirê canê te, ez te bernadim.” Bi vî awayî herduyan riya xwe domandin.
Ji koma pêxemberan pêncî kes çûn û ji dûr ve li pêşberî van sekinîn. Herdu pêxember jî li ber Çemê Şerîayê sekinîn.
Êlyas rahişt ebayê xwe, li hev pêça û li avê xist. Av bi wî alî û vî alî ve bû du şeq. Paşê herdu, di erdê ziwa re derbas bûn.
Gava ew derbas bûn Êlyas ji Êlîşa re got: “Beriya ku ez ji ba te bêm hildan, ez ji bo te çi bikim, bêje?” Êlîşa got: “Ez lava dikim bila ji ruhê te du par ên min bin.”
Êlyas got: “Te tiştekî zehmet xwest; heke dema ez ji ba te bêm hildan, tu min bibînî tê bistînî, yan na tê nestînî.”
Gava ew dimeşiyan û dipeyivîn, erebeyeke ji êgir û hespên agirîn xuya bûn û herduyan ji hev veqetandin. Êlyas bi bagerê re derket ezmanan.
Êlîşa ev dît û qîriya: “Bavo, wey bavo, erebeyên Îsraêlê û siwarên wê!” Êdî wî ew nedît. Bi cilûbergê xwe girt, ew ji hev veçirand û kire du perçe.
Ebayê ku ji ser Êlyas ketibû, rakir. Vegeriya û li kêleka Çemê Şerîayê sekinî.
Ebayê ku ji ser Êlyas ketibû, hilda li avê xist û got: “Xudan Xwedayê Êlyas li ku ye?” Gava wî jî li avê xist, av bi wî alî û vî alî ve bû du şeq û Êlîşa derbas bû.
Koma pêxemberên li Erîhayê, ew ji dûr ve dîtin û gotin: “Ruhê Êlyas xwe li ser Êlîşa danî!” Ew hatin ba wî û li pêş wî deverû çûn erdê.
Wan jê re got: “Va ye, li ba van xulamên te, pêncî zilamên jêhatî hene. Em lava dikin, bihêle bila herin û li xweyê te bigerin. Dibe ku Ruhê Xudan ew rakiriye û avêtiye ser çiyayekî yan newalekê.” Êlîşa got: “Neşînin.”
Wan ewqasî zorê lê kir ku wî şerm kir û li ber xwe neda. Got: “Bişînin.” Wan pêncî zilam şandin û sê rojan lê geriyan, lê nedîtin.
Ew vegeriyan Erîhayê ba wî. Çimkî li wir dima. Wî ji wan re got: “Ma min ji we re negot: ‘Neçin’?”
Zilamên bajêr ji Êlîşa re got: “Em lava dikin, cihê vî bajarî, çawa ku xweyê me dibîne baş e. Lê ava wê ne baş e, axa wê jî bêber e.”
Êlîşa got: “Ji min re taseke nû bînin, bila tê de xwê hebe.” Wan jê re anîn.
Çû ber kaniya avê, xwê avêtê û got: “Xudan wiha dibêje: ‘Min av paqij kir. Êdî tu caran wê mirin û bêberî jê çênebe.’”
Li gorî peyva ku Êlîşa got, av heta îro jî paqij e.
Êlîşa hevrazê Bêt-Êlê bû. Gava ew bi rê ket, xortên ji bajêr rabûn henekên xwe pê kirin û jê re gotin: “Biqeşite keçel; biqeşite keçel!”
Êlîşa li paş xwe zivirî, wî ew dîtin û bi navê Xudan nifir li wan kir. Li ser vê yekê du hirçên mê ji daristanê derketin û ji wan çil û du kes dirandin.
Êlîşa ji wir çû Çiyayê Karmelê, paşê vegeriya Sameryayê.
Di hijdehsaliya padîşahiya Yehoşafatê Padîşahê Cihûdayê de Yoramê kurê Ahav li Sameryayê li ser gelê Îsraêl bû padîşah. Wî duwanzdeh salan padîşahî kir.
Wî tiştên di çavê Xudan de xerab in kirin. Lê dîsa jî wekî dê û bavê xwe ne xerab bû. Çimkî kevirbelê Baal ya ku bavê wî daçikandibû, wî ji holê rakiribû û avêtibû.
Lê ew bi gunehê Yarovamê kurê Nevat ku wî bi gelê Îsraêl dabû kirin ve girêdayî ma û xwe jê neda alî.
Mêşayê Padîşahê Moavê, xweyê keriyên pêz bû. Neçar bû ku her sal sed hezar berx û hiriya sed hezar beranan bida Padîşahê Îsraêlê.
Piştî ku Ahav mir, Moav li ber Padîşahê Îsraêlê serî hilda.
Wê gavê Yoramê Padîşah, ji Sameryayê derket û tevahiya Îsraêlê da hev û tevdîra xwe kir.
Wî ev peyam ji Yehoşafatê Padîşahê Cihûdayê re şand: “Padîşahê Moavê li dijî min serî hilda. Ma tê li dijî Moav bi min re neyî şer?” Yehoşafat got: “Ezê bêm. Min wekî xwe, gelê min wekî gelê xwe, hespên min wekî hespên xwe bihesibîne.”
Paşê got: “Em di kîjan riyê re herin?” Yoram got: “Di riya deştên Edomê re.”
Padîşahê Îsraêlê, bi Padîşahên Cihûda û Edomê çûn. Di riya fetlonek de heft rojan meşiyan. Piştî heft rojan ava wan qediya. Leşker û heywan bêav man.
Padîşahê Îsraêlê got: “Hey wax!” Çimkî Xudan van her sê padîşahan, ji bo bixe destê Padîşahê Moavê, gazî wan kiriye.
Yehoşafat got: “Li vir pêxemberekî Xudan tuneye ku em ji wî şîreta Xudan bixwazin?” Xulamekî Padîşahê Îsraêlê bersiv da û got: “Êlîşayê kurê Şafat li vir e, wî av li destê Êlyas dikir.”
Yehoşafat got: “Gotina Xudan pê re ye.” Bi vî awayî Yehoşafat, Padîşahê Îsraêlê û Padîşahê Edomê çûne ba wî.
Êlîşa ji Padîşahê Îsraêlê re got: “Tu çima hatî ba min? Here ba pêxemberên dê û bavê xwe.” Padîşahê Îsraêlê jê re got: “Nexêr! Wisa xuya ye, Xudan gazî me kiriye ku me her sê padîşahan jî bixe destê Moav.”
Êlîşa got: “Bi navê Xudanê Jîndar ê Karîndar ku li ber sekinî me, ne ji bo xatirê Yehoşafatê Padîşahê Cihûdayê bûya, minê li te mêze nekira û te nedîta.
Niha zilamekî ku li tembûrê dixe ji min re bînin.” Gava zilam li tembûrê dixist, destê Xudan hat ser wî.
Êlîşa got: “Xudan wiha dibêje: ‘Ji serî heta binê gelî çalan bikolin.’
Çimkî Xudan wiha dibêje: ‘Hûnê bayê nebînin, hûnê baranê nebînin. Lê wê ev gelî bi avê bê dagirtin û hûn û keriyên we, heywanên we, wê ji vê avê vexwin.’
Ev ji bo Xudan tiştekî hêsan e. Wê Moav jî bide destên we.
Hûnê li her bajarê bisûr û bijare bixin, hûnê her dara baş bibirin û hemû kaniyên avê bixitimînin. Her erdên baş jî hûnê bi keviran bêkêr bikin.”
Serê sibê, dema pêşkêşkirina qurbana şewitandî, va ye ji riya Edomê ve av herikîn û erd jî bi avê tije bûn.
Tevahiya Moavê bihîst ku padîşah ji bo li dijî wan şer bikin hatine. Gazî tevahiya zilamên bi kêrî çekan tên û navsereyan kirin. Hemû hatin û li ber sînor sekinîn.
Serê sibê zû rabûn, roj li ser avê dibiriqî. Moaviyan ji wî alî ve, av wekî xwînê sor dîtin.
Wan got: “Ev xwîn e! Padîşahan şerê hev kirine û hev kuştine. Ya Moav, niha herin talên!”
Ew hatin artêşgeha Îsraêlê. Îsraêlî rabûn li Moaviyan xistin û ew ji ber wan reviyan. Bi lêxistina Moaviyan re, li welêt bi pêşve çûn.
Wan bajar hilweşandin. Her erdê baş bi keviran dagirtin, hemû kaniyên avê xitimandin. Hemû darên baş birîn. Tenê kevirên Qîr-Herasetê man. Lê berkanîvanan bajar dorpêç kir û lê xistin.
Gava Padîşahê Moavê dît ku şer ji bo wî dijwar e, heft sed şûrkêş anîn ba xwe ku şer biqelişîne û xwe bigihîne Padîşahê Edomê. Lê ew bi ser neketin.
Wî kurê xwe yê mezin yê ku piştî wî li ser textê padîşahiyê rûne anî ba xwe û li ser sûrê wekî qurbana şewitandinê, pêşkêş kir. Li ser vê yekê di nav Îsraêlê de hêrseke mezin çêbû. Ji ba wî koç kirin û vegeriyan welatê xwe.
Jina yekî ji koma pêxemberan, ji Êlîşa lava kir û got: “Xulamê te, mêrê min mir. Tu dizanî ku ew xulamê te ji Xudan ditirsiya. Kesê ku em deyndarê wî ne, hat ku herdu kurên min wek kole ji xwe re hilde û bibe.”
Êlîşa jê re got: “Ez ji bo te çi bikim? Ka ji min re bêje; li mala te çi heye?” Jinikê got: “Li mala vê xulama te, ji qafikek zeytê pêve tiştek tuneye.”
Êlîşa got: “Here ji tevahiya cîranên xwe, te çiqas dît, firaxên vala bîne, lê bila ne kêm bin ha!
Tê bikevî hundir, tê li ser xwe û li ser kurên xwe derî bigirî. Tê rûn birijînî nav firaxan, firaxê ku tije bû tê deynî aliyekî.”
Jinikê ji ba wî çû. Derî li ser xwe û li ser kurên xwe girt û jê rê firax anîn û wê jî ew dadigirtin.
Gava firax tije dikirin, ji kurê xwe re got: “Here ji min re firaxan.” Kurê wê got: “Êdî firax neman.” Êdî rûn narije.
Jinik hat, ji Êlîşayê zilamê Xwedê re hal û mesele got. Êlîşa lê vegerand: “Here, zeytê bifiroşe, deynê xwe bide, bi pereyê mayî tu û kurên xwe bijîn.”
Rojekê Êlîşa diçû Şûnêmê. Li wê derê jineke dewlemend hebû. Jinikê zorê lê kir ku ew xwarinê bixwe. Her dema ku ew diçû Şûnêmê, ji bo xwarinê bixwe riya xwe pêdixist.
Jinikê ji mêrê xwe re got: “Min fêm kir ku ev zilamê her car riya xwe bi me dixe, zilamê Xwedê yê pîroz e.
De rabe em ji bo wî, li ser bên odeyeke biçûk çêkin û em jê re nivîn û sifre, kursî û çire deynin. Her cara ew hat mala me, bila li wir bimîne.”
Rojekê hat wir, çû odeya jor û raza.
Ji xulamê xwe Gêhazî re got: “Gazî jinika Şûnêmî bike.” Gêhazî gazî wê kir û jinik li ber sekinî.
Êlîşa ji xulamê xwe re got: “Niha ji jinikê re bêje: ‘Me gelekî zehmetî da te, tiştekî em ji bo te bikin heye gelo? Ji bo te bi padîşah an bi fermandarê artêşê re bipeyivim an na?’” Jinikê got: “Ez di nav gelê xwe de me.”
Êlîşa got: “Nexwe em dikarin ji bo wê çi bikin?” Gêhazî got: “Ya rastî kurê wê tuneye, mêrê wê jî kal e.”
Êlîşa got: “Gazî jinikê bike.” Gêhazî gazî wê kir, jinik hat û li devê derî sekinî.
Êlîşa got: “Saleke din vî çaxî, wê li ber singê te, kurekî te hebe.” Jinikê got: “Nexêr ezbenî! Tu zilamê Xwedê yî, xulama xwe nexapîne!”
Jinik bi zaro ma, çawa ku Êlîşa jê re gotibû, piştî salekê, di wî çaxî de kurek anî.
Kurik mezin bû, rojekê çû ba bavê xwe ku li ba paleyan bû.
Ji bavê xwe re got: “Ax serê min, serê min diêşe!” Bavê wî ji xulam re got: “Wî bibe ba diya wî.”
Xulam ew bir ba diya wî, kurik li ser çoka diya xwe ma û danê nîvro mir.
Diya wî çû banî, ew li ser nivînên Zilamê Xwedê dirêj kir, derî lê girt û derkete derve.
Gazî mêrê xwe kir û got: “Lava dikim, xulamekî tevî kerekê bişîne ba min. Ezê herim ba zilamê Xwedê û yekser vegerim.”
Mêrê wê got: “Tu çima îro diçî ba wî? Ne Heyva Nû ye, ne jî Roja Septê ye.” Jinikê got: “Xeman nexwe, xêr e.”
Kera xwe kurtan kir û ji xulamê xwe re got: “De bajo û bimeşe. Heta ez ji te re nebêjim, nesekine.”
Çû Çiyayê Karmelê, ba zilamê Xwedê. Gava zilamê Xwedê ji dûr ve jinikê dît, ji xulamê xwe Gêhazî re got: “Wa ye jinika Şûnêmî tê.
Niha bibeze here pêşiya wê û jê re bêje: ‘Tu çawa yî, baş î? Mêrê te baş e? Kurê te baş e?’” Jinikê got: “Baş e.”
Jinik, li çiyê hat ba zilamê Xwedê û xwe avêt piyên wî. Gêhazî ji bo ku wê dehf bide, nêzîk bû. Lê zilamê Xwedê got: “Bihêle, çimkî kezeba wê dişewite. Xudan ev ji min veşart û ji min re negot.”
Jinikê got: “Ma min ji xweyê xwe kur xwest? Nexêr! Ma min negot: ‘Min nexapîne?’”
Êlîşa ji Gêhazî re got: “Pişta xwe girê bide, gopalê min hilde û here. Di rê de bi kesî re nepeyive, silavê nede kesî û nestîne. Gopalê min bide ser rûyê kurik.”
Diya kurik got: “Bi navê Xudanê Jîndar û ji bo xatirê canê te, ez te bernadim.” Paşê Êlîşa rabû da pey Gêhazî.
Gêhazî dabû pêşiya wan, gopal danîbû ser rûyê kurik lê ne deng hebû û ne jî bersiv. Ew vegeriya çû pêşiya wî û jê re got: “Kurik hişyar nebû.”
Êlîşa ket hundir û dît ku kurik miriye û li ser nivînên wî hatiye dirêjkirin.
Ket hundir, derî li ser xwe girt. Ji Xudan re dua kir.
Xwe li ser kurikê li ser nivînan nixumand, devê xwe danî ser devê wî û çavên xwe danîn ser çavên wî, destên xwe danîn ser destên wî. Bi vî awayî bedena zarok germ bû.
Êlîşa vegeriya. Di odeyê de, virde wêde çû û hat, xwe dîsa li ser zarok nixumand. Kurik heft caran bênijî û çavên xwe vekirin.
Êlîşa gazî Gêhazî kir û jê re got: “Gazî jina Şûnêmî bike.” Gêhazî gazî wê kir. Jinik hat ba wî. Êlîşa got: “Kurê xwe bibe!”
Jinik hat xwe avêt ber lingên Êlîşa, deverû çû erdê. Paşê kurê xwe hilda û çû.
Êlîşa dîsa hat Gîlgalê. Li welêt xela hebû. Koma pêxemberan li ber wî rûniştibûn. Ji xulamê xwe re got: “Sîtileke mezin deyne ser êgir û ji koma pêxemberan re şorbe çêke.”
Yek ji wan ji bo ku giya berhev bike, çû derve. Wî giyayekî bejî dît, jê dawekê kundirê bejî berhev kir û ew anî, hûr kir nava sîtila şorbê. Kesek nizanibû ew çi ye.
Ji bo ku bixwin, ew vala kir. Lê gava wan ji şorbê xwar, wan kir qareqar û gotin: “Di sîtilê de mirin heye, zilamê Xwedê!” Wan nikaribû jê bixwin.
Êlîşa got: “Naxwe arvan bînin.” Wî ew avêt nava sîtilê û got: “Niha ji civatê re dagire bila bixwin.” Di sîtilê de tiştekî ku zirarê bide nema.
Ji Baal-Şalîşayê zilamek hat. Di tûrikê wî de, ji bo zilamê Xwedê bîst nanên ceh ku ji berê pêşî yê wê salê bûn û firîkên teze yên genim anî. Êlîşa got: “Van bide gel ku bixwin.”
Xulamê wî got: “Ev çi ye ku ez deynim ber sed zilamî?” Êlîşa got: “Bide gel bila bixwe, çimkî Xudan wiha dibêje: ‘Wê bixwin û wê ji ber wan jî bimîne!’”
Wî danî ber wan û xwarin. Li gorî gotina Xudan, ji ber wan jî ma.
Naemanê fermandarê artêşa Padîşahê Aramê, li ba xweyê xwe zilamekî mezin û birûmet bû. Çimkî Xudan bi saya wî rizgarî dabû Aramê. Ew leşkerekî mêrxas bû, lê kotî bûbû.
Dema rêbirên Aramiyan ji bo talên çûbûn diyarê Îsraêliyan, keçikeke biçûk dîl girtibûn. Keçik xulama jina Naeman bû.
Rojekê keçik ji xatûna xwe re got: “Xwezî xweyê min, biçûya ba pêxemberê li Sameryayê! Wê pêxember wî ji kotîbûnê rizgar bikira.”
Naeman çû, ji xweyê xwe re hal û mesela keçika ji welatê Îsraêl got.
Padîşahê Aramê got: “De rabe here, ezê bi te re ji bo Padîşahê Îsraêlê nameyekê bişînim.” Rabû çû. Bi xwe re deh telant zîv, şeş hezar şekel zêr û deh bedil cil birin.
Ji Padîşahê Îsraêlê re name anî. Tê de wiha hat nivîsandin: “Ez bi vê nameyê re xulamê xwe Naeman dişînim ba te ku tu wî ji kotîbûnê rizgar bikî.”
Gava Padîşahê Îsraêlê name xwend, kincê xwe qetand û got: “Ma ez Xwedê me bikujim û vejînim? Ew çawa yekî kotî ji min re dişîne ku ez wî ji kotîbûnê rizgar bikim? Baş bizanibin ku ew li hinceta şerê min digere.”
Gava Êlîşayê zilamê Xwedê bihîst ku Padîşahê Îsraêlê kincê xwe qetandiye, xeber jê re şand û got: “Te çima kincê xwe qetand? Bila were ba min ku bizanibe li Îsraêlê pêxember heye.”
Naeman bi erebe û hespên xwe ve hat û li ber deriyê mala Êlîşa sekinî.
Êlîşa bi riya qasidekî jê re got: “Rabe here di Çemê Şerîayê de xwe heft caran bişo. Wê laşê te bibe wekî berê û tê pak bibî.”
Wî çaxî Naeman hêrs bû û got: “Ji min kirî, wê were ba min û wê bi navê Xwedayê xwe Xudan gazî bike, destê xwe li ser cihê kotîbûnê bihejîne û min baş bike.
Ma çemên Şamê Avana û Farpar ji hemû ava welatê Îsraêl ne çêtir in? Ma ez nikarim xwe tê de bişom û pak bibim?” Ew zivirî û bi xezebê çû.
Xulamên wî hatin ba wî û jê rê gotin: “Bavo, heke pêxember ji te re tiştekî zortir bigota, tê nekira? Bi tenê ji te re dibêje: ‘Xwe bişo û pak be.’”
Rabû û çû li gorî gotina zilamê Xwedê li Çemê Şerîayê heft caran noqî avê bû. Laşê wî wekî laşê zarokekî biçûk, vegeriya halê xwe yê berê û paqij bû.
Naeman û zilamên xwe vegeriyan ba zilamê Xwedê. Hat li pêşiya wî sekinî û got: “Va ye, niha ez êdî dizanim ku Xwedê li tevahiya dinyayê tuneye, tenê li welatê Îsraêl heye. Ez lava dikim, ji vî xulamê xwe xelatekê qebûl bike.”
“Lê bi navê Xudanê Jîndar ku ez niha li pêşberî wî sekinî me, ez tiştekî naxwazim.” Ji bo bistîne zorê lê kir lê wî nexwest.
Naeman got: “Lava dikim, qet nebe bila barê du hêstiran ax ji bo min bê dayîn. Çimkî êdî wê ev xulamê te, ji bilî Xudan, wê ji tu îlahekî re, ne qurbana şewitandinê ne jî qurbaneke din pêşkêş bike.
Bila Xudan di vî karî de xulamê xwe bibexişîne. Gava xweyê min ji bo perizînê, bikeve perestgeha Rîmmon û bixwaze ku ez hevaltiya wî bikim, li perestgeha Rîmmonê îlah ezê jî deverû herim erdê. Gava ez li perestgeha Rîmmon deverû çûm erdê, bila Xudan ji ber vî karî, xulamê xwe bibexişîne.”
Êlîşa jê re got: “Bi xêr û silamet here.” Gava Naeman ji wir hinek bi dûr ket,
Gêhazî xulamê Êlîşayê zilamê Xwedê got: “Va ye, xweyê min dil neda tiştên ku Naemanê Aramî anî jê bistîne. Bi navê Xudanê Jîndar, ezê bidim pey wî û ezê tiştekî jê bistînim.”
Gêhazî ket pey Naeman. Gava Naeman dît, kesek li pey wî dibeze, ji bo pêşwaziya wî bike, ji erebeyê peya bû û got: “Te xêr e?”
Gêhazî got: “Saxiya te! Xweyê min ez rêkirim ku ez bêjim: ‘Du xortên ji koma pêxemberan ji herêma çiyayî ya Efrayîmê hatine ba min, hêvî dikim telantek zîv, du bedil kinc bide wan.’”
Naeman got: “Kerem bike du telantan bigire.” Zorê lê kir. Du telant zîv, xist nav du kîsikan, tevî du bedlên kincan da du xulamên xwe. Xulaman tevî tiştan da pêşiya Gêhazî û bi hev re çûn.
Gava Gêhazî gihîşt serê gir, ew tişt ji destên xulaman standin û li malê veşartin. Paşê xulam şandin û ew jî çûn.
Paşê çû li ber xweyê xwe Êlîşa sekinî. Êlîşa jê re got: “Gêhazî, ev tu ji ku têyî?” Gêhazî got: “Xulamê te bi cihekî ve neçûbû.”
Li ser vê yekê Êlîşa jê re got: “Gava ew zilam ji bo pêşwaziya te bike, ji erebeyê peya bû, ma ruhê min jî bi te re nehat? Ma niha dema standina zîv û kincan, rez û bexçeyên zeytûnan, pez û dewaran, xulam û xadiman bû?
Ji ber vê yekê, heta hetayê wê kotîbûna Naeman, bi te û bi ziriyeta te re be.” Bi vî awayî Gêhazî, ji ba Êlîşa, bi laşekî wek berfê spî yê kotîbûyî derket.
Koma pêxemberan ji Êlîşa re got: “Ezbenî, cihê em li ber te lê dijîn, li me teng e.
Bi destura te em herin ber Çemê Şerîayê û ji wê derê jî, her yek ji me bila kêranek hilde û ji bo rûniştinê, ji xwe re cihek çêke.” Êlîşa got: “Herin!”
Yekî ji wan got: “Lava dikim tu jî rabe bi van xulamên xwe re were.” Wî got: “Baş e, ezê bêm.”
Ew bi wan re çû. Gava ew gihîştin Çemê Şerîayê, dar birîn.
Gava yekî ji wan dar dibirî, bivir ji destî pekiya û ket nava avê. Bi dengekî bilind got: “Hey wax! Ezbenî min ew bi emanet standibû.”
Zilamê Xwedê got: “Ket ku derê?” Wî cih nîşan da. Êlîşa darek birî, avêt wir û hesin derket ser avê.
Êlîşa got: “Wê rake!” Wî destê xwe dirêj kir û ew rakir.
Padîşahê Aramê li dijî Îsraêlê şer dikir. Bi peywirdarên xwe şêwirî û got: “Ezê li filan derê artêşgeh ava bikim.”
Zilamê Xwedê ji Padîşahê Îsraêlê re xeber şand û got: “Di wir re derbas nebin, çimkî Aramî ber bi wir ve tên.”
Padîşahê Îsraêlê zilam şandin cihê ku zilamê Xwedê behsa wê kiribû. Bi vî awayî zilamê Xwedê çend caran Padîşahê Îsraêlê hişyar kir. Padîşah jî hevza xwe ji wê derê kir.
Ji ber vê yekê, Padîşahê Aramê gelekî hêrs bû. Wî gazî peywirdarên xwe kir û ji wan re got: “Ji nav me kesên pişta Padîşahê Îsraêlê digirin kî ne, ma hûnê ji min re nebêjin?”
Peywirdarekî wî got: “Ne wisa ye, xweyê min padîşah, ne kesekî ji me ye jî. Lê Êlîşayê Pêxemberê Îsraêlê tiştên tu li odeya xwe ya razanê dibêjî, digihîne Padîşahê Îsraêlê.”
Padîşahê Aramê got: “Herin binêrin ew li ku ye, ezê wî bidim girtin.” Wan got: “Ew li Dotanê ye.”
Wî hesp û erebeyên şer û gelek leşker şandin wê derê. Ew bi şev hatin. Wan bajar dorpêç kir.
Xulamê zilamê Xwedê zû rabû, çû û li derdora bajêr leşker, hesp û erebe hebûn. Xulamê wî jê re got: “Hey wax ezbenî! Niha emê çi bikin?”
Wî got: “Netirse, çimkî yên me, ji yên wan zêdetir in.”
Êlîşa lava kir û got: “Ya Xudan, lava dikim, çavên wî veke ku bibîne.” Gava Xudan çavên xulam vekirin, wî dît ku çiyayên derdora Êlîşa ji hespên agirî û erebeyên agirî tije bûye.
Aramiyan berê xwe dan wî. Êlîşa lavayî Xudan kir û got: “Lava dikim, tu van kor bike.” Li ser gotina Êlîşa, Xudan ew kor kirin.
Êlîşa ji wan re got: “Rê ne ev e, bajar jî ne ev e, bidin pey min ku ez we bibim ba zilamê ku hûn lê digerin.” Paşê wî ew birin Sameryayê.
Gava ew ketin Sameryayê Êlîşa got: “Ya Xudan çavên van veke ku bibînin.” Xudan çavên wan vekirin û wan dît ku ew li Sameryayê ne.
Gava Padîşahê Îsraêlê ew dîtin ji Êlîşa re got: “Bavo, li wan bixim? Ez li van bixim?”
Wî got: “Na! Tê çawa li wan kesan bixî ku te ew bi şûr û kevanê xwe dîl girtine? Nan û av deyne ber wan ku bixwin û vexwin û paşê jî vegerin ba xweyê xwe.”
Ji bo wan sifreyeke mezin danî, xwarin û vexwarin. Paşê wî ew şandin. Ew çûn ba xweyê xwe. Rêbirên Aramê careke din nehatin welatê Îsraêl.
Piştî van tiştan, Padîşahê Aramê Ben-Hadad tevahiya artêşa xwe da hev û çû. Wî Sameryayê dorpêç kir.
Gava li Sameryayê dorpêçkirin hebû, xelayeke mezin rabû. Loma serê kerekî bi heştê şekel zîvan û çarîka firaxekî çîrtê kevokê jî bi pênc şekel zîvan hate firotin.
Gava Padîşahê Îsraêlê di ser sûran re derbas dibû, jinekê bi dengekî bilind got: “Xweyê min padîşah, alîkariya min bike!”
Padîşah got: “Heke Xudan alîkariya te neke, ezê çawa alîkariya te bikim? Tu ji bênderê yan ji mehserê dixwazî?!”
Padîşah jê re got: “Derdê te çi ye?” Jinikê got: “Vê jinikê ji min re gotibû: ‘Kurê xwe bide me ku em îro bixwin, emê kurê min jî sibê bixwin.’
Bi vî awayî me kurê min pijand û me ew xwar. Roja din min jê re got: ‘Ka tu kurê xwe bide me ku em wî bixwin.’ Lê wê kurê xwe veşart.”
Gava padîşah gotinên jinikê bihîstin, kincên xwe çirandin. Wê demê ew di ser sûran re derbas dibû. Gelê wî ew dît, ji navê ve li ser bedena wî çûx hebû.
Padîşah got: “Heke îro serê Êlîşayê kurê Şafat jê nekim, bila Xwedê wiha û jê xerabtir bîne serê min.”
Êlîşa li mala xwe rûniştibû. Rîspî jî pê re rûniştibûn. Padîşah beriya xwe qasidekî şand. Lê beriya ku qasid bê ba wî, Êlîşa ji rîspiyan re got: “Hûn dibînin, ji bo serê min jê bikin, ev kurê mêrkujan bi çi awayî qasid şand? Binêrin, gava qasid bê, derî bigirin û asê bikin. Çimkî piştî wî wê xweyê wî jî bê.”
Hê Êlîşa bi wan re dipeyivî, qasid ev xeber anî û got: “Ev bela ji Xudan e, ezê çima hê li benda Xudan bimînim?”
Êlîşa got: “Guh bidin gotina Xudan! Xudan wiha dibêje: ‘Sibê vî wextî, li ber dergehê Sameryayê seayek arvanê hûr wê bi şekelekî û du sea ceh wê bi şekelekî bê firotin.’”
Fermandarê ku padîşah xwe dispartê, ji zilamê Xwedê re got: “Heke Xudan di ezmanan de pencereyan jî veke, ma wê ev tişt bibe?” Êlîşa got: “Tê bi çavên xwe bibînî, lê tê jê nexwî.”
Li cihê dergehê bajêr ê ketinê, çar zilamên kotî hebûn. Wan ji hev re got: “Çima heta mirinê em li vê derê rûnin?
Heke em bêjin: ‘Em bikevin bajêr,’ li bajêr jî xela heye û emê li wê derê bimirin. Heke em li vir rûnin jî, emê bimirin. Qet nebe em niha bikevin destê artêşa Aramiyan. Heke ew me sax bihêlin, emê bijîn û heke bikujin jî bila bikujin.”
Ji bo ew herin artêşgeha Aramiyan, di tariya êvarê de rabûn û hatin ber keviya artêşgehê. Lê tu kes li wê derê tunebû.
Çimkî Reb ji artêşa Aramiyan re dengê qelebalixa erebe, qelebalixa hespan û qelebalixeke mezin a leşkeran dabû guhdarîkirin. Wan ji hev re got: “Va ye Padîşahê Îsraêlê, padîşahên Hîtîtiyan û padîşahên Misriyan kirê kirine ku bi ser me de werin.”
Di tariya êvarê de rabûn û bazdan. Artêşgeha xwe wekî berê, bi konên xwe ve, bi hesp û kerên xwe ve wisa hiştin û çûn. Ji bo canên xwe rizgar bikin reviyan.
Zilamên kotîbûyî, hatin keviya artêşgehê, ketin nava konekî, xwarin û vexwarin û ji wê derê ji xwe re rahiştin zêr, zîv û kincan û çûn ji xwe re veşartin û vegeriyan. Ketin nava konekî din. Ji wê derê jî tiştên dîtin hildan, birin û veşartin.
Wan ji hev re got: “Em tiştekî baş nakin, îro roja mizgîniyê ye û em dengê xwe nakin. Heke em heta ronahiya sibê bisekinin, wê xerabî bigihîje me. Niha werin, em herin ji maliyên padîşah re bêjin.”
Ew hatin û ji dergevanên bajêr re qîriyan. Wan got: “Em çûn artêşgeha Aramiyan, tu kes li wê derê tunebû, dengê mirovan tune bû. Lê tenê hespên girêdayî, kerên girêdayî hebûn û konên xwe jî hiştibûn.”
Dergevan qîriyan, li hundir ji maliyên padîşah re gotin.
Bi şev padîşah rabû ji xulamên xwe re got: “Niha tiştê ku Aramiyan bi me kir, ezê ji we re bêjim. Ew dizanin ku em birçî ne. Loma ji artêşgehê derketine, xwe li derve veşartine û gotine: ‘Gava ew ji bajêr derketin, emê wan sax bigirin û paşê bikevin bajêr.’”
Yek ji xulamên wî bersiv da û got: “Ez lava dikim, bila pênc hespên li bajêr mayî bistînin. Ewê jî wekî tevahiya koma Îsraêliyên li bajêr dimînin, wê bimirin. Loma wan bişînin ka em bizanin rewş çi ye.”
Hesp û du erebe hildan. Paşê padîşah ji wan re got: “Herin bibînin!” Wî ew şandin pey artêşa Aramiyan.
Heta Çemê Şerîayê dane pey wan. Tevahiya rê bi cil û tiştên avêtî tije bûbû gava Aramî bi lez reviyabûn. Qasid vegeriyan û ji padîşah re gotin.
Gel rabû artêşgeha Aramiyan talan kir. Li gorî gotina Xudan, seayek arvanê hûr bi şekelekî û du seayên ceh jî bi şekelekî hate firotin.
Padîşah, fermandarê ku xwe dispartê danîbû ber dergehê bajêr. Gel ew li ber dergeh perçiqand. Gava padîşah çû ba zilamê Xwedê, wekî ku wî gotibû mir.
Gotina zilamê Xwedê ku ji padîşah re gotibû: “Sibê van çaxan li dergehê Sameryayê wê du seayên ceh bi şekelekî û seayek arvanê hûr jî bi şekelekî bê firotin” pêk hat.
Fermandar, bersiva zilamê Xwedê dabû û gotibû: “Heke Xudan di ezmanan de pencereyan jî veke, ma wê ev pêk bê?” Êlîşa jî gotibû: “Tê bi çavên xwe bibînî, lê tê jê nexwî.”
Tiştê hat gotin pêk hat, gel ew li dergehê bajêr perçiqand û ew mir.
Êlîşa ji jina ku kurê wê ji mirinê rakiribû re gotibû: “Rabe tu bi maliyên xwe re here û li devera tê bikarî lê bibî mêvan, bibe mêvan. Çimkî Xudan heft salan li ser welêt kir xela.”
Jinik bi gotina zilamê Xwedê kir. Ew tevî maliyên xwe çû û li welatê Filîstiyan heft salan bû mêvan.
Piştî heft salan jinik ji welatê Filîstiyan vegeriya. Rabû çû ji bo mal û zeviyê xwe ji padîşah lava kir.
Di vê navberê de padîşah bi Gêhazî xulamê zilamê Xwedê re digot: “De ka ji min re behsa hemû karên mezin ên Êlîşa bike.”
Gava wî behsa Êlîşa dikir bê çawa miriyekî rakiriye ser piyan, jinika ku kurê wê ji mirinê hişyar kiribû, ji bo mal û zeviyê xwe, lava ji padîşah kir. Gêhazî got: “Xweyê min padîşah, jina ku min behs dikir ev e. Kurikê li ba wê jî, ew kurik e ku Êlîşa ji mirinê rakiribû.”
Li ser pirsa padîşah jinikê jê re got. Padîşah gazî karmendekî kir û ev emir dayê: “Her tiştê wê, ji roja ku wê welatê xwe berdaye heta niha, hemû berê zeviya wê lê vegerînin.”
Êlîşa hat Şamê. Padîşahê Aramê Ben-Hadad nexweş bû. Jê re hat gotin ku zilamê Xwedê hatiye vir.
Padîşah ji Hazaêl re got: “Diyariyekê bide destê xwe û here pêşiya zilamê Xwedê. Ji wî şîreta Xudan bixwaze û bêje: ‘Gelo ezê ji vê nexweşiyê baş bibim an na?’”
Hazaêl çû pêşwaziya wî, wekî diyarî jê re bi barê çil deveyan tiştên herî baş ên Şamê birin, hat li pêşiya wî sekinî û got: “Kurê te, Ben-Hadadê Padîşahê Aramê ez şandim ba te ku bipirsim: ‘Gelo ezê ji vê nexweşiyê baş bibim an na?’”
Êlîşa jê re got: “Here jê re bêje: ‘Tê esse baş bibî.’ Lê Xudan diyar kir ku wê esse bimire.”
Êlîşa wisa kûr û dûr lê mêze kir ku Hazaêl şerm kir. Paşê zilamê Xwedê giriya.
Hazaêl got: “Ezbenî, tu çima digirî?” Êlîşa got: “Çimkî ez zanim tê çi xerabiyê bînî serê Îsraêliyan. Tê êgir bi sûrên wan bixî û xortên wan ên bijare bi şûran bikujî. Tê zarokên wan li erdê bixî û perçe bikî. Tê zikên jinên bizaro jî biqelişînî.”
Hazaêl got: “Ez xulamê te çi se me ku van tiştên xerab bikim?” Êlîşa got: “Xudan nîşanî min da ku tê bibî Padîşahê Aramê.”
Hazaêl ji ba Êlîşa rabû hat ba xweyê xwe. Ben-Hadad jê re pirsî: “Êlîşa çi ji te re got?” Hazaêl got: “Wî got ku tê esse baş bijî.”
Dotira rojê Hazaêl, çarşefekê şil kir, danî ser rûyê wî û ew xeniqand. Hazaêl li cihê wî bû padîşah.
Di pênc saliya padîşahiya Yoramê kurê Ahavê Padîşahê Îsraêlê de –wî çaxî Yehoşafatê Padîşahê Cihûdayê bû– Yehoramê kurê Yehoşafat bû Padîşahê Cihûdayê.
Gava Yehoram bû padîşah, sî û du salî bû. Wî li Orşelîmê heşt salan padîşahî kir.
Wekî Mala Ahav, ew jî di riya padîşahên Îsraêlê de meşiya, çimkî jina wî keça Ahav bû. Wî tiştên di çavê Xudan de xerab in kirin.
Lê ji bo xatirê xulamê xwe Dawid, Xudan nexwest gelê Cihûda helak bike. Çimkî wî soz dabû ku qendîleke herheyî bide wî û kurên wî.
Di rojên wî de Edomiyan serî hilda, ji bin destê Cihûdayê derket û li ser xwe padîşahek kifş kir.
Li ser vê yekê Yehoram bi hemû erebeyên şer çû Saîrê. Ew bi şev rabû êrîşî Edomî û siwarên wan kir. Lê ew dor li Yehoram pêça bûn û gel reviya çû konên xwe.
Bi vî awayî Edomî heta îro jî ne di bin li bin destê gelê Cihûda de ne. Bajarê Lîvnayê jî wê demê wisa kir.
Qewimînên din ên padîşahiya Yehoram û hemû kirinên wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Cihûdayê de hatin nivîsandin.
Ew mir û gihîşt bav û kalên xwe. Li Bajarê Dawid, li ba pêşiyên xwe hat veşartin. Kurê wî Ahazya li cihê wî bû padîşah.
Di duwanzdehsaliya padîşahiya Yoramê kurê Ahavê Padîşahê Îsraêlê de Ahazyayê kurê Yehoram bû Padîşahê Cihûdayê.
Gava Ahazya bû padîşah bîst û du salî bû. Wî li Orşelîmê salekê padîşahî kir. Diya wî Etalyaya neviya Omriyê Padîşahê Îsraêlê bû.
Ew di riya Mala Ahav de meşiya. Çawa ku Mala Ahav kiribûn, wî jî tiştên di çavê Xudan de xerab in kirin. Çimkî ew zavayê Mala Ahav bû.
Ahazya bi Yoramê kurê Ahav re çû Ramot-Gîladê ku li dijî Hazaêlê Padîşahê Aramê şer bike. Aramiyan Yoram birîndar kir.
Yoramê Padîşah vegeriya Yîzreyêlê ku ji birînên xwe baş bibin ku gava wî li Ramayê li dijî Hazaêlê Padîşahê Aramê şer dikir, Aramiyan kiribûn. Ahazyayê kurê Yehoramê Padîşahê Cihûdayê jî çû Yîzreyêlê ku Yoramê kurê Ahav bibîne. Çimkî ew birîndar bû.
Êlîşayê Pêxember gazî yekî ji koma pêxemberan kir û got: “Pişta xwe girê bide, rahêje vê qafikê rûn û here Ramot-Gîladê.
Gava tu gihîştî wir, Yêhûyê kurê Yehoşafatê kurê Nîmşî bibîne. Here wî ji nav birayên wî rake û bibe odeyeke hundir.
Rahêje qafikê rûn, bi serê wî de birijîne û bêje: ‘Xudan wiha dibêje: Min tu kifş kirî û li ser Îsraêlê kirî padîşah.’ Paşê derî veke û bireve, nesekine.”
Xulamê pêxember çû Ramot-Gîladê.
Gihîşt wê derê û dît ku fermandar rûniştî ne. Wî got: “Ya fermandar, gotineke min li te heye.” Yêhû got: “Ji nav me ji kê re ye?” Xulam got: “Ji te re ya fermandar.”
Yêhû rabû ket hundir. Xulam rûn bi serê wî de rijand û got: “Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Min tu kifş kirî û li ser Îsraêla gelê Xudan kirî padîşah.’
Tê li Mala Ahavê xweyê xwe bixî, ji bo xwîna xulamên min ên pêxember û ji bo tevahiya xwîna xulamên Xudan, ezê ji Îzabelê heyfa xwe bistînim.
Wê tevahiya Mala Ahav tune bibe û li Îsraêlê, ji Mala Ahav çi ciwan çi jî kal, ezê koka hemû mêran rakim.
Ezê Mala Ahav bikim wek Mala Yarovamê kurê Nevat û Mala Baeşayê kurê Ahiya.
Li erdên Yîzreyêlê, wê kûçik Îzabelê bixwin û wê kesekî wê veşêre jî tunebe.” Xulam derî vekir û reviya.
Yêhû derket derve, ba xulamên xweyê xwe. Yekî jê re got: “Te xêr e? Ev dîn çima hat ba te?” Wî ji wan re got: “Hûn wî zilamî nas dikin û gotinên wî yên beredayî jî dizanin.”
Gotin: “Ev derew e, niha ji me re bêje.” Wî got: “Ji min re wiha got: ‘Xudan wiha dibêje: Min tu kifş kirî û li ser gelê Îsraêl kirî padîşah.’”
Her kesî bi lez rahişt kincên xwe û li bin Yêhû raxistin ku li ser derenceyan bû. Li boriyê xistin û gotin: “Yêhû bû padîşah!”
Yêhûyê kurê Yehoşafatê kurê Nîmşî, li dijî Yoram fen kir. Wê demê Yoram û tevahiya gelê Îsraêl, li dijî Hazaêlê Padîşahê Aramê, Ramot-Gîladê diparast.
Lê Yoramê Padîşah, gava li dijî Padîşahê Aram şer kiribû, ji ber birînên ku Aramiyên lê kirin baş bibe, vegeriyabû Yîzreyêlê. Yêhû got: “Heke bi ya we jî rast be, destûrê nedin ku kesek bi dizî ji bajêr derkeve û li Yîzreyêlê xeberê bide.”
Yêhû li erebeyê siwar bû û çû Yîzreyêlê. Çimkî Yoram li wê derê nexweş bû. Padîşahê Cihûdayê Ahazya, ji bo Yoram bibîne çûbû wê derê.
Li Yîzreyêlê li ser bircê çavdêrek hebû. Gava wî dît ku artêşa Yêhû tê, got: “Ez qelebalixekê dibînim.” Yoram got: “Siwarekî bişîne pêşiya wan, bila ji wan bipirse: ‘We xêr e?’”
Siwar çû pêşiya wî û got: “Padîşah dipirse: ‘We xêr e?’” Yêhû got: “Ma te çi ji xêrê ye? Bide pey min.” Çavdêr ragihand û got: “Qasid çû ba wan, lê venagere.”
Wî siwarekî din şand. Siwar hat ba wan û got: “Padîşah dipirse: ‘We xêr e?’” Yêhû got: “Ma te çi ji xêrê ye? Bide pey min.”
Çavdêr rewşê ji padîşah re got: “Qasid gihîşt ba wan, lê ew venagere. Ajotin, dişibe ajotina Yêhûyê kurê Nîmşî. Çimkî wek dînan dajo.”
Yoram got: “Erebeya min amade bikin.” Erebeya wî amade kirin. Yoram Padîşahê Îsraêlê û Padîşahê Cihûdayê Ahazya, her yek ji wan, li erebeyên xwe siwar bûn û çûn pêşiya Yêhû. Di nav erdê Navotê Yîzreyêlî de rastî wî hatin.
Gava Yoram Yêhû dît, pirsî: “Te xêr e Yêhû?” Yêhû got: “Sêrbazî û zinakariya diya te Îzabelê ewqasî zêde bin, wê çawa xêr be?”
Yoram hefsar zivirand, baz da û ji Ahazya re got: “Ev xiyanet e, Ahazya!”
Yêhû bi tevahiya hêza xwe, kevanê xwe tikand û li nava herdu polên Yoram xist. Tîr, di nav dilê wî re derbas bû. Yoram, li nav erebeya xwe ket xwarê.
Yêhû ji fermandarê xwe Bîdqar re got: “Rahêje cendekê wî û bavêje nav erdê Navotê Yîzreyêlî. Bîne bîra xwe, gava ez û te em li cem hev, li pey bavê wî Ahav bi siwarî diçûn şer, Xudan ev peyam ji bo wî gotibû:
‘Duh min xwîna Navot û xwîna kurên wî dît.’ Ev e gotina Xudan. ‘Ezê li nav vî erdî cezayê wî bidim te.’ Niha li gorî gotina Xudan, cendekê Yoram rake û bavêje nav erdê Navot.”
Gava Ahazyayê Padîşahê Cihûdayê ev yek dît, ber bi riya Bêthagganê ve reviya. Yêhû da pey wî û got: “Wî jî bikujin.” Li nêzîkî Yîvleamê, di hevrazê Gûrê de, di erebeyê de lê xistin. Bi birîndarî heta Megîddoyê reviya û li wê derê mir.
Xulamên wî bi erebeyê ew birin Orşelîmê. Wan li Bajarê Dawid, li ba bav û kalên wî, di gora wî de veşartin.
Di yanzdeh saliya padîşahiya Yoramê kurê Ahav de Ahazya li ser Cihûdayê bû padîşah.
Paşê Yêhû hat Yîzreyêlê. Gava Îzabel bi vê hesiya, çavên xwe kil kirin, porê xwe şe kir û ji pencereyê mêze kir.
Gava Yêhû derket dergehê bajêr, Îzabelê got: “Te xêr e, Zîmriyê ku xweyê xwe kuşt?!”
Yêhû berê xwe da pencereyê û got: “Kî bi min re ye?” Du sê nemêran lê mêze kirin.
Yêhû got: “Wê bavêjin jêr!” Wan ew avêtin jêr. Peşkên xwîna wê pijiqî ser sûran û hespên ku ew perçiqandin.
Yêhû ket hundir, xwar û vexwar. Paşê got: “Niha li vê jinika naletî binêrin û wê veşêrin. Çimkî ew keça padîşah e.”
Rabûn çûn ku wê veşêrin. Lê ji bilî ser, dest û piyên wê tiştek jê nedîtin.
Vegeriyan û behsa rewşê ji Yêhû re kirin. Yêhû ji wan re got: “Gotina Xudan ku bi riya xulamê xwe Êlyasê Tîşbeyî got, ev e: ‘Wê di nav erdên Yîzreyêlê de kûçik goştê Îzabelê bixwin.
Wê cendekê Îzabelê li nav erdên Yîzreyêlê, li ser rûyê erdê bibe zibil ku kesek nebêje: Ev Îzabel e.’”
Her heftê kurên Ahav li Sameryayê bûn. Yêhû name nivîsandin û ew şandin Sameryayê, serekên Yîzreyêlê, rîspiyan û parêzvanên zarokên Ahavê. Yêhû di nameyan de wiha got:
“Madem kurên xweyê we li ba we ne. Madem erebeyên şer, hesp, bajarê bisûr û çekên we hene, gava ev name gihîşt we,
ji kurên xweyê xwe yê herî baş û hêja hilbijêrin, deynin ser textê bavê wî û ji bo mala xweyê xwe şer bikin.”
Ew gelekî tirsiyan û gotin: “Du padîşah bi Yêhû nikaribûn, emê çawa pê bikaribin?”
Berpirsiyarê qesrê, peywirdarê bajêr, rîspî û parêzvanên zarokên Ahav, xeber ji Yêhû re şand û got: “Em xulamên te ne, çi tiştê tu ji me re bêjî emê bikin. Em tu kesî nakin padîşah. Çi bi ya te baş e, wê bike.”
Yêhû ji wan re nameya diduyan nivîsî û got: “Heke hûn bi min re bin û guhdariya gotina min bikin, serê kurên xweyê we jê bikin û sibe vî wextî werin Yîzreyêlê, ba min.” Heftê kurên padîşah li ba mezinên bajêr bûn ku berpirsên mezinkirina wan bûn.
Gava name ji wan re hat, kurên padîşah girtin, her heftêyan jî serjê kirin. Serê wan xistine selikan û ji bo Yêhû şandin Yîzreyêlê.
Qasid hat, jê re got: “Serên kurên padîşah anîn.” Yêhû got: “Li ber dergehê bajêr wek du lodan, heta serê sibê bihêlin.”
Serê sibê Yêhû derket derve û ji tevahiya gel re got: “Hûn mirovên bêsûc in. Min fen li xweyê xwe kir û ew kuşt. Lê kê ev hemû kuştin?
Bizanibin tu peyvek ji peyvên Xudan a li ser Mala Ahav hatiye gotin, li erdê nakeve. Xudan peyva xwe ya bi riya xulamê xwe Êlyas got, bi cih anî.”
Yêhû, hemû kesên Mala Ahavê li Yîzreyêlê mayî kuştin. Heta ku tu kesê jê nemîne, hemû mezinên wî, dostên wî yên nêzîk û kahinên wî kuştin.
Yêhû rabû çû Sameryayê. Di rê de, gava li Bêt-Êqeda Şivanan bû,
Yêhû rastî merivên Padîşahê Cihûdayê Ahazya hat û got: “Hûn kî ne?” Wan got: “Em merivên Ahazya ne. Em diçin ku silavê li kurên padîşah û kurên şahbanû bikin.”
Yêhû ferman da û got: “Van bi saxî bigirin!” Wan ew bi saxî girtin. Çil û du kesan, li ba bîra Bêt-Êqedê serjê kirin. Wî kesek sax bernade.
Gava Yêhû ji wê derê çû, rastî Yehonadavê kurê Rêxav hat ku hatibû pêşwaziya wî. Silavê lê kir û got: “Bi qasî ku dilê min bi te re rast e, gelo dilê te jî bi min re rast e?” Yehonadav got: “Belê, bi te re rast e.” Yêhû jê re got: “Nexwe ka destê xwe bide min.” Yehonadav destê xwe da wî. Yêhû ew li ba xwe li erebeyê siwar kir.
Yêhû got: “Bi min re were û xîretkêşiya min a ji bo Xudan bibîne.” Bi vî awayî li erebeyê siwar kir.
Hat Sameryayê û li gorî gotina Xudan a ku Xudan ji Êlyas re got, li merivên din ên Ahav xist û qira wan anî.
Yêhû tevahiya gel berhev kir û ji wan re got: “Ahav, ji Baal re hindik xulamî kir, lê wê Yêhû jê re xulamiya zêdetir bike.
Niha gazî hemû pêxemberên Baal, tevahiya kesên diperizin wî û hemû kahinan bikin. Bila kesek ne kêm be. Çimkî ji Baal re qurbaneke min a mezin heye. Kî neyê wê bê kuştin.” Lê Yêhû, ev yek ji bo ku kesên diperizin Baal tune bike, bi fen kir.
Yêhû got: “Ji bo rûmeta Baal civîneke mezin amade bikin.” Wan ev yek ragihand.
Yêhû xeber şand seranserê Îsraêlê û tevahiya kesên ku diperizîn Baal hatin. Kesê nehat nema. Ew hatin perestgeha Baal. Mala Baal, heta bi dev tije bû.
Yêhû ji berpirsê zilamê kincên pîroz re got: “Ji her kesên ku diperizin Baal re kincan derxe.” Ji bo wan kinc derxistin.
Yêhû bi Yehonadavê kurê Rêxav re ket perestgeha Baal. Ji kesên diperizin Baal re got: “Lê bikolin û binêrin. Li vê derê bila ji xulamên Xudan kesek bi we re nemîne, tenê bila yên ku diperizin Baal bimînin.”
Ji bo ku qurbanên şewitandinê û qurbanên din pêşkêş bikin, ketin hundir. Yêhû li derve ji bo xwe heştê zilam danîbû. Wî got: “Heke ji van zilamên ku min dan destê we, kesek bireve, wê di ber canê wî de, canê xwe bide.”
Gava Yêhû qurbana şewitandinê qedand, ji leşkerên peya û şervanan re got: “Bikevin hundir û wan bikujin, bila tu kes ji wan nefilite.” Wan ew dan ber şûran. Leşkerên peya û şervanan ew avêtin derve. Paşê ketin beşê navê yê perestgeha Baal.
Wan ji perestgeha Baal kevirbel derxistin û şewitandin.
Wan kevirbelê Baal hilweşand. Wan Mala Baal jî rûxand û kir avrêj. Heta îro jî ew der wisa ye.
Bi vî awayî Yêhû Baal ji Îsraêlê tune kir.
Lê Yêhû ji gunehên perizîna golikên zêrîn ên li Bêt-Êl û Danê ku Yarovamê kurê Nevat bi gelê Îsraêl dabû kirin, xwe neda alî.
Xudan ji Yêhû re got: “Ji ber ku te qenc kir û tiştên di çavên min de rast in kirin, her tiştê li gorî dilê min, te bi Mala Ahav kir, wê ziriyeta te, çar nifş li ser textê gelê Îsraêl rûne.”
Lê Yêhû li Şerîeta Xwedayê Îsraêl Xudan miqate nebû, ji dil û can nemeşiya. Ji gunehên Yarovam ku bi gelê Îsraêl dabû kirin, xwe neda alî.
Xudan, di wan rojan de, dest bi biçûkirina welatê Îsraêlê kir. Hazaêl li seranserê welatê Îsraêl li wan xist.
Ji Çemê Şerîayê û wir ve, heta rojhilat li tevahiya diyarê Gîladê, li Gadiyan, li Rûbêniyan, li Minaşşeyiyan, ji Eroêra ku li kêleka Newala Arnonê ye û wir ve, li Gîlad û Başanê jî xist.
Qewimînên din ên padîşahiya Yêhû, hemû kirin û serketinên wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin.
Ew mir û gihîşt bav û kalên xwe. Li Sameryayê hat veşartin. Kurê wî Yehoahaz li cihê wî bû padîşah.
Yêhû li Sameryayê bîst û heşt salan li ser Îsraêlê padîşahî kir.
Gava Etalyaya diya Ahazya mirina kurê xwe dît, rabû ku koka tevahiya ziriyeta padîşahiyê tune bike.
Lê Yehoşevaya keça Yehoramê Padîşah ku zirxwişka Ahazya bû, Yoaşê kurê Ahazya ji nav kurên padîşah hilda û revand ku Etalyayê dixwest bikuje. Wê ew û dadika wî birin odeya razanê. Bi vî awayî ew ji Etalyayê hat veşartin û nehat kuştin.
Ew şeş salan pê re, di Mala Xudan de ma. Etalyayê jî li ser welêt şahbanûtî kir.
Di sala heftan de Yehoyada xeber şand û gazî sersedên Kariyan û sersedên hêza parastinê kir. Wî ew anîn Mala Xudan, ba xwe. Wî bi wan re peymanek çêkir û li Mala Xudan ew dan sondê. Paşê wî kurê padîşah nîşanî wan da.
Li wan emir kir û got: “Divê hûn wiha bikin: Ji sisêyan yekê we yên ku Roja Septê nobedariyê dikin, bila qesra padîşah biparêzin.
Bila ji sisêyan yekê yê din jî li Dergehê Sûrê bisekine. Ji sisêyan yekê mayî jî, bila li pişt dergehê leşkerên peya amade be. Bi vî awayî hûnê malê biparêzin.
Herwiha tevahiya leşkerên herdu beşên we yên ku Roja Septê nobedarî nakin, bila ji bo padîşah Mala Xudan biparêzin.
Bila hemû çekê xwe bixin destê xwe û padîşah dorpêç bikin. Kesê nêzîkî sefa we bibe bikujin. Her ku padîşah biçe, hûn pê re bin.”
Sersedan her tiştê ku Yehoyadayê Kahin emir kiriye, pêk anî. Her yek ji wan, zilamên xwe yên ku Roja Septê nobedariyê dikin û yên ku nakin hildan û hatin ba Yehoyadayê Kahin.
Kahin rim û mertalên Dawidê Padîşah ên di Mala Xudan de dan sersedan.
Leşkerên peya ji aliyê başûr ê Malê heta aliyê bakur, li derdorê gorîgehê û Malê, li dorhêla padîşah, her kesek çekê wî di destan de sekinî.
Wî kurê padîşah derxist derve, tac danî serê wî û Şerîet spart wî. Wan ew kir padîşah. Yehoyada û kurên wî ew rûn kir, li çepikan xist û got: “Her bijî padîşah!”
Gava Etalyayê dengê leşkerên peya û gel bihîst, ew çû Mala Xudan, ba gel.
Wê dît ku padîşah li gorî kevneşopiyê, li ber stûnê disekine. Fermandar û borîvan li ba wî bûn. Tevahiya gelê welêt şa dibû û li boriyê dixist. Wê gavê Etalya rabû, cilûbergê xwe çirand û qîriya: “Xiyanet! Xiyanet!”
Yehoyadayê Kahin li sersedên artêşê emir kir û got: “Wê ji sefa xwe derxin û kî li pey wê here, bi şûran bikujin.” Çimkî kahin gotibû: “Bila ew li Mala Xudan neyê kuştin.”
Wan Etalya girt, bir ber Dergehê Hespan ê qesrê û li wir kuşt.
Yehoyada di navbera Xudan, gel û padîşah de peymanekê çêkir ku gel bibe gelê Xudan. Herwiha di navbera padîşah û gel de jî peymanekê çêkir.
Tevahiya gelê welêt rabû çû perestgeha Baal û ew der hilweşand. Wan pût û gorîgehên wî şikandin û Mattanê kahinê Baal li ber wan gorîgehan kuşt. Yehoyadayê Kahin nobedar danîn ber Mala Xudan.
Paşê wî gazî sersed, Karî, leşkerên peya û tevahiya gelê welêt kir û wan padîşah ji Mala Xudan anî jêr. Ew derbasî Dergehê Nobedaran bûn, hatin qesra padîşah. Piştre ew li ser textê padîşahiyê rûnişt.
Tevahiya gelê welêt kêfxweş bû û bajar aram bû. Çimkî Etalya li qesrê bi şûr hatibû kuştin.
Gava Yoaş bû padîşah heft salî bû. Wî di heft saliya padîşahiya Yêhûyê Padîşahê Îsraêlê de bû Padîşahê Cihûdayê. Wî li Orşelîmê çil salan padîşahî kir. Diya wî Sîvyaya Beêr-Şevayî bû.
Wî di tevahiya rojên xwe de, tiştên di çavê Xudan de rast in kirin, çimkî Yehoyadayê Kahin hînî wî dikir.
Wî bi tenê bilindciyên perizînê ji holê ranekirin. Gel hê jî li bilindciyan qurban serjê dikirin û bixûr pêdixistin.
Yoaş ji kahinan re got: “Pereyê tevahiya pêşkêşiyên pîroz yê dikeve Mala Xudan, pereyê ji serjimariya her kesî û tevahiya pereyê bi dilxwazî dihat Mala Xudan,
bila kahin van pereyan ji peywirdarên xezîneyê bistînin û li Mala Xudan li nûkirina her dera xerabe xerc bikin.”
Heta bîst û sê saliya padîşahiya Yoaş, kahinan hê jî dest bi temîra Malê nekiribûn.
Li ser vê yekê Yoaşê Padîşah bi Yehoyadayê Kahin re gazî wan kahinên din kir û ji wan re got: “Hûn çima Malê nû nakin? Êdî ji peywirdarên xezîneyê pere nestînin, pereyên we standin li nûkirina Malê xerc bikin.”
Kahin razî bûn ku êdî ji gel pere nestînin û ew bi xwe Malê nû nekin.
Yehoyadayê Kahin rahişt sindoqekê û di deriyê wê de qulek vekir. Wî sindoq li ber gorîgehê, gava mirov dikeve Mala Xudan li milê rastê danî. Dergevan tevahiya pereyên hatine Mala Xudan xistin nava wê sindoqê.
Gava didîtin ku di sindoqê de pere gelek e, nivîsendeyê padîşah û Serkahin diçûn, pereyên li Mala Xudan dihejmartin û dixistin kîsikan.
Pereyên dihatin jimartin, didan destên serkarên Mala Xudan. Wan jî ew didan necar û karkerên Mala Xudan
û didan kevirbir û hosteyên dîwaran. Herwiha ji bo nûkirina Mala Xudan dar, kevirên qewartî û çi lazim bûya li wan xerc dikirin.
Lê ji pereyên hatina Mala Xudan, bi tasikên zîvîn, meqesên fitîlan, tas, borî û tiştên ku ne ji zêr û zîv hatine çêkirin nehat xerckirin.
Çimkî pere dane kesên ku dixebitîn û bi wan Mala Xudan nû dikirin.
Serkarên pere didan karkerên Mala Xwedê, ewqas dirust bûn ku kesek ji wan hesab nedipirsiya.
Pereyên pêşkêşiyên berdêlê û paqijiyê neanîn Mala Xudan, çimkî ew para kahinan bû.
Wê demê Hazaêlê Padîşahê Aramê rabû li dijî Gatê şer kir, ew stand û Hazaêl ji bo ku bistîne berê xwe da Orşelîmê.
Yoaşê Padîşahê Cihûdayê, tevahiya diyariyên pîroz ên ku padîşahên Cihûdayê; Yehoşafat, Yehoram û Ahazyayê bav û kalên wî, ew pîroz kiribûn, tevî diyariyên pîroz ên xwe, tevahiya zêrê xezîneyên Mala Xudan û qesrê standin û ew ji Hazaêlê Padîşahê Aramê re şandin. Hazaêl jî, ji Orşelîmê dûr ket.
Qewimînên din ên padîşahiya Yoaş û hemû kirinên wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Cihûdayê de hatin nivîsandin.
Xulamên Yoaş fen lê kir û ew li ser riya diçe Sîllayê, li Bêtmîlloyê kuştin.
Xulamên wî Yozavadê kurê Şîmat û Yehozavadê kurê Şomêr lê xist û ew mir. Wan ew li Bajarê Dawid, li ba bav û kalên wî veşart. Kurê wî Amatsya li cihê wî bû padîşah.
Di bîst û sê saliya padîşahiya Yoaşê kurê Ahazyayê Padîşahê Cihûdayê de Yehoahazê kurê Yêhû li Sameryayê li ser gelê Îsraêl bû padîşah. Wî hivdeh salan padîşahî kir.
Yehoahaz tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Wî da ser riya gunehên Yarovamê kurê Nevat ku wî bi gelê Îsraêl dabû kirin. Wî xwe ji wan neda alî.
Xudan li dijî Îsraêlê hêrs bû û gelek caran ew dan destê Hazaêlê Padîşahê Aramê û Ben-Hadadê kurê Hazaêl.
Yehoahaz ji Xudan lava kir û Xudan dengê wî bihîst, çimkî wî tengasiya Îsraêlê dît ku çawa Padîşahê Aramê wan dixe tengasiyê.
Xudan rizgarkarek da Îsraêlê. Ew ji bin destê Aramê derket û kurên Îsraêliyan wekî berê di konên xwe de rûniştin.
Lê wan ji gunehên ku Mala Yarovam bi gelê Îsraêl dabû kirin, xwe nedan alî. Dan ser riya wan û pûtê Aşêrayê jî li Sameryayê daçikandî ma.
Çimkî ji gelê Yehoahaz, ji pêncî siwarî, deh erebeyên şer û deh hezar leşkerên peya pê ve, tu kes nemabû. Padîşahê Aramê ew wekî xweliya bênderê perçiqandibûn û tune kiribûn.
Qewimînên din ên padîşahiya Yehoahaz, hemû kirin û serketinên wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin.
Ew mir û gihîşt bav û kalên xwe. Li Sameryayê hat veşartin. Kurê wî Yehoaş li cihê wî bû padîşah.
Di sî û heft saliya padîşahiya Yoaşê Padîşahê Cihûdayê de Yehoaşê kurê Yehoahaz li Sameryayê li ser gelê Îsraêl bû padîşah. Wî şanzdeh salan padîşahî kir.
Yehoaş tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Wî ji hemû gunehên ku Yarovamê kurê Nevat bi gelê Îsraêl dabû kirin, xwe neda alî û di riya wan de meşiya.
Qewimînên din ên padîşahiya Yehoaş, hemû kirin û serketinên wî yên li dijî Amatsyayê Padîşahê Cihûdayê şer kiriye, di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin.
Ew mir û gihîşt bav û kalên xwe û Yarovam li ser textê wî rûnişt. Li Sameryayê, li ba padîşahên Îsraêlê hat veşartin.
Êlîşa ket ber nexweşiyeke giran. Yehoaşê Padîşahê Îsraêlê çû ba wî, li ser wî giriya û got: “Wey bavo, wey bavo! Erebeya Îsraêlê û siwarên wê!”
Êlîşa jê re got: “Tîr û kevanên xwe hilde.” Wî tîr û kevan hildan.
Ji Padîşahê Îsraêlê re got: “Destê xwe deyne ser kevanê.” Wî destê xwe da ser. Êlîşa jî destên xwe danîn ser destên padîşah.
Got: “Pencereya li aliyê rojhilat veke.” Wî vekir. Êlîşa got: “Tîr bavêje.” Wî avêt. Got: “Ev tîra rizgariya Xudan e ku li dijî Aramê ye! Çimkî heta tu Aramiyan biqedînî, tê li Afêqê li wan bixî.”
Paşê dîsa got: “Tîran hilde.” Wî hilda. Ji Padîşahê Îsraêlê re got: “Li erdê bixe.” Wî sê caran li erdê xist û sekinî.
Zilamê Xwedê li dijî wî hêrs bû û got: “Divê te pênc an şeş caran lê bixista. Heke te wisa bikira wê Aram tune bibûya. Lê niha tê tenê sê caran li Aramê bixî.”
Êlîşa mir û hate veşartin. Her sal di biharê de rêbirên Moavê, êrîşî welêt dikirin.
Rojekê gava miriyek dihat veşartin dîtin ku komeke rêbiran tê. Wan mirî avêt gora Êlîşa û reviyan. Gava mirî li hestiyên Êlîşa ket, sax bû û rabû ser piyan.
Di tevahiya padîşahiya Yehoahaz de Hazaêlê Padîşahê Aramê gelê Îsraêl xist tengasiyê.
Lê ji ber peymana ku wî bi Îbrahîm, Îshaq û Aqûb re çêkir, Xudan li wan hat rehmê. Dilê wî bi wan şewitî û ew ber bi wan ve çû. Wî nexwest wan helak bike. Heta niha jî wî ew ji ber çavê xwe neavêtine.
Hazaêlê Padîşahê Aramê mir û kurê wî Ben-Hadad li cihê wî bû padîşah.
Yehoaşê Padîşahê Îsraêlê, bajarên ku Hazaêl ji destê bavê wî Yehoahaz standibû, ji Ben-Hadadê kurê Hazaêl dîsa standin. Yehoaş, sê caran ew têk bir û bajarên Îsraêlê careke din standin.
Di du saliya padîşahiya Yehoaşê kurê Yoahazê Padîşahê Îsraêlê de Amatsyayê kurê Yoaş bû Padîşahê Cihûdayê.
Gava Amatsya bû padîşah bîst û pênc salî bû. Wî li Orşelîmê bîst û neh salan padîşahî kir. Diya wî Yehoaddana Orşelîmî bû.
Wî tiştên di çavê Xudan de rast in kirin, lê ne wekî Dawidê bavkalê xwe bû. Wî hemû tiştên ku bavê wî Yehoaş kiribûn, kirin.
Wî bi tenê bilindciyên perizînê ji holê ranekirin. Gel hê jî li bilindciyan qurban serjê dikirin û bixûr pêdixistin.
Gava padîşahî di destê wî de xurt bû, wî xulamên xwe yên ku bavê wî kuştibûn, kuştin.
Lê wî kurên kujeran nekuştin. Çimkî di Nivîsa Şerîeta Mûsa de, Xudan emir kiribû û gotibû: “Wê bav ji ber gunehên kurên xwe neyê kuştin û kur ji ber gunehên bavên xwe jî neyê kuştin. Wê herkes ji ber sûcên xwe bê kuştin.”
Amatsya deh hezar Edomî li Geliyê Xwê kuştin û Selayê bi şer stand. Navê wê kir Yoqteyêl û heta niha jî wisa ye.
Wê gavê Amatsya ji Yehoaşê Padîşahê Îsraêlê kurê Yehoahazê kurê Yêhû re qasid şandin. Wan got: “De were, em berê xwe bidin hev!”
Li ser vê yekê Yehoaşê Padîşahê Îsraêlê ji Amatsyayê Padîşahê Cihûdayê re xeber şand û got: “Deviyeke li Lubnanê, ji dara sedrê ya Lubnanê re xeber şand û got: ‘Keça xwe bide kurê min.’ Lê heywanekî çola Lubnanê di ser deviyê re derbas bû û ew perçiqand.
Te Edomî têk birin û dilê xwe qure dike. Ev besî te ye! Li mala xwe rûne. Çima tu serê xwe dixî belayê û ketina te û gelê Cihûda tînî?”
Lê Amatsya guhdarî nekir. Li ser vê yekê Yehoaşê Padîşahê Îsraêlê çû şerê Amatsyayê Padîşahê Cihûdayê. Herdu li bajarê Bêtşemeşa Cihûdayê rastî hev hatin.
Gelê Cihûda ji ber gelê Îsraêl têk çû. Herkes reviya konê xwe.
Yehoaşê Padîşahê Îsraêlê bi vî awayî Amatsyayê Padîşahê Cihûdayê kurê Yoaşê kurê Ahazya li Bêtşemeşê desteser kir û anî Orşelîmê. Wî beşekî sûra Orşelîmê, ji Dergehê Efrayîmê heta Dergehê Goşeyê hilweşand. Berfirehiya ev beş, bi gazî çar sed gazî bû.
Wî tevahiya zêr, zîv û taximên Mala Xudan û xezîneyên qesra padîşah û hinek êsîran wekî gerew girtin. Paşê ew vegeriya Sameryayê.
Qewimînên din ên padîşahiya Yehoaş, hemû kirin û serketinên wî yên li dijî Amatsyayê Padîşahê Cihûdayê şer kirin, di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin.
Ew mir û gihîşt bav û kalên xwe. Li Sameryayê, li ba padîşahên Îsraêlê hat veşartin. Kurê wî Yarovam li cihê wî bû padîşah.
Amatsyayê Padîşahê Cihûdayê kurê Yoaş piştî mirina Yehoaşê Padîşahê Îsraêlê kurê Yehoahaz panzdeh salan jiya.
Qewimînên din ên padîşahiya Amatsya, di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Cihûdayê de hatin nivîsandin.
Li Orşelîmê fen û fût li Amatsya hat kirin. Ew reviya Laxîşê. Hin kes li pey wî şandin Laxîşê û wan li wir ew kuşt.
Wan ew li ser hespan anî Orşelîmê û ew li Bajarê Dawid, li ba bav û kalên wî veşart.
Tevahiya gelê Cihûda rabû Ezarya kir padîşah. Gava gel li cihê bavê wî ew kir padîşah, Amatsya şanzdeh salî bû.
Piştî Amatsyayê Padîşah mir û gihîşt bav û kalên xwe, Ezarya bajarê Eylatê ava kir û dîsa xist bin serweriya Cihûdayê.
Di panzdeh saliya padîşahiya Amatsyayê kurê Yoaşê Padîşahê Cihûdayê de Yarovamê kurê Yehoaş li Sameryayê bû Padîşahê Îsraêlê. Yarovam çil û yek salan padîşahî kir.
Wî tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Wî ji hemû gunehên ku Yarovamê kurê Nevat bi gelê Îsraêl dabû kirin, xwe neda alî.
Li gorî gotina Xudan ku Xwedayê Îsraêl Xudan bi riya xulamê xwe Ûnisê Pêxemberê kurê Amîttayê Gat-Hêferî gotiye, Yarovam ji Levo-Hamatê heta Gola Eravayê erdê Îsraêlê dîsa bi dest xist.
Xudan tengasiya dijwar a Îsraêlê dîtibû. Çi ciwan çi jî kal tu kes nemabû û tu kesê ku alîkariya Îsraêlê bike tunebû.
Xudan nexwest navê Îsraêlê ji ser rûyê erdê rake. Wî ew bi destê Yarovamê kurê Yehoaş rizgar kir.
Qewimînên din ên padîşahiya Yarovam, hemû kirinên wî, serketinên şer û jinûvestandina Şam û Hamayê ji bo Îsraêlê ku di destê Cihûdayê de bû, di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin.
Ew mir û gihîşt bav û kalên xwe yên padîşahên Îsraêlê. Kurê wî Zekeriya li cihê wî bû padîşah.
Di bîst û heft saliya padîşahiya Yarovamê Padîşahê Îsraêlê de Ezaryayê kurê Amatsya bû Padîşahê Cihûdayê.
Gava Ezarya bû padîşah şanzdeh salî bû. Wî li Orşelîmê pêncî û du salan padîşahî kir. Diya wî Yexolyaya Orşelîmî bû.
Wî wekî Amatsyayê bavê xwe tiştên di çavê Xudan de rast in, kirin.
Lê wî bi tenê bilindciyên perizînê ji holê ranekirin. Gel hê jî li bilindciyan qurban serjê dikirin û bixûr pêdixistin.
Xudan bi kotîbûnê li padîşah xist ku heta roja mirina wî jî ew kotîbûyî ma û li maleke cuda rûnişt. Yotamê kurê padîşah, serweriya qesrê û gelê welêt kir.
Qewimînên din ên padîşahiya Ezarya û hemû kirinên wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Cihûdayê de hatin nivîsandin.
Ew mir û gihîşt bav û kalên xwe. Wan ew li Bajarê Dawid, li ba pêşiyên xwe veşart. Kurê wî Yotam li cihê wî bû padîşah.
Di sî û heşt saliya padîşahiya Ezaryayê Padîşahê Cihûdayê de Zekeriyayê kurê Yarovam li Sameryayê li ser gelê Îsraêl bû padîşah. Zekeriya şeş mehan padîşahî kir.
Wekî bav û kalên xwe, wî tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Wî ji gunehên ku Yarovamê kurê Nevat bi gelê Îsraêl dabû kirin, xwe neda alî.
Şallûmê kurê Yavêş fen lê kir û li ber gelê wî lê xist. Wî ew kuşt û li cihê wî bû padîşah.
Qewimînên din ên padîşahiya Zekeriya, di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin.
Gotina Xudan ku wî ji Yêhû re gotibû ev e: “Wê ziriyeta te, çar nifş li ser textê gelê Îsraêl rûne.” Wisa jî bû.
Şallûmê kurê Yavêş, di sî û neh saliya padîşahiya Ûzziyayê Padîşahê Cihûdayê de bû padîşah. Wî mehekê li Sameryayê padîşahî kir.
Menahêmê kurê Gadî ji Tîrsayê derket û hat Sameryayê. Li wir li Şallûmê kurê Yavêş xist. Wî ew kuşt û li cihê wî bû padîşah.
Qewimînên din ên padîşahiya Şallûm û fena wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin.
Wê demê Menahêm ji bajarê Tîrsayê heta bajarê Tîfsahê êrîş kir û kî ket ber kuşt. Wan dergehê bajêr jê re venekiribûn. Wî jî li bajêr xist û zikên hemû jinên bizaro qelaştin.
Di sî û neh saliya padîşahiya Ezaryayê Padîşahê Cihûdayê de Menahêmê kurê Gadî li Sameryayê li ser gelê Îsraêl bû padîşah. Wî deh salan padîşahî kir.
Menahêm tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Di hemû rojên xwe de, ji gunehên ku Yarovamê kurê Nevat bi gelê Îsraêl dabû kirin, xwe neda alî.
Tîglat-Pîleserê Padîşahê Aşûrê bi ser welatê Îsraêl ve hat. Menahêm hezar telant zîv da Tîglat-Pîleser ku pişta wî bigire û padîşahiya di destê xwe de xurt bike.
Menahêm ji hemû dewlemendên gelê Îsraêl, ji serê her kesî pêncî şekel zîv stand û da Padîşahê Aşûrê. Li ser vê yekê Padîşahê Aşûrê li wir nema û vegeriya.
Qewimînên din ên padîşahiya Menahêm û hemû kirinên wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin.
Ew mir û gihîşt bav û kalên xwe. Kurê wî Peqahya li cihê wî bû padîşah.
Di pêncî saliya padîşahiya Ezaryayê Padîşahê Cihûdayê de Peqahyayê kurê Menahêm li Sameryayê li ser gelê Îsraêl bû padîşah. Peqahya du salan padîşahî kir.
Wî tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Wî ji gunehên ku Yarovamê kurê Nevat bi gelê Îsraêl dabû kirin, xwe neda alî.
Peqahê kurê Remalyayê ku fermandarekî wî ye, tevî pêncî zilamên Gîladî li dijî wî fen kir. Li birca qesra padîşah a li Sameryayê, tevî Argov û Arye lê xist û ew kuşt. Peqah li cihê wî bû padîşah.
Qewimînên din ên padîşahiya Peqahya û hemû kirinên wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin.
Di pêncî û du saliya padîşahiya Ezaryayê Padîşahê Cihûdayê de Peqahê kurê Remalya li Sameryayê li ser gelê Îsraêl bû padîşah. Peqah bîst salan padîşahî kir.
Wî tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Xwe ji gunehên ku Yarovamê kurê Nevat bi gelê Îsraêl dabû kirin, neda alî.
Di rojên Peqahê Padîşahê Îsraêlê de, Tîglat-Pîleserê Padîşahê Aşûrê hat û bajarên Îyonê, Avêl-Bêtmaexayê, Yanoahê, Qedeşê, Hasorê û herêmên Gîladê, Celîleyê û seranserê diyarê Nefteliyê desteser kir û ew sirgûnê Aşûrê kirin.
Hoşêyayê kurê Ela fen li Peqahê kurê Remalya kir, lê xist û ew kuşt. Di bîst saliya padîşahiya Yotamê kurê Ûzziya de li cihê wî bû padîşah.
Qewimînên din ên padîşahiya Peqah û hemû kirinên wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin.
Di du saliya padîşahiya Peqahê kurê Remalyayê Padîşahê Îsraêlê de Yotamê kurê Ûzziya bû Padîşahê Cihûdayê.
Gava Yotam bû padîşah bîst û pênc salî bû. Wî li Orşelîmê şanzdeh salan padîşahî kir. Diya wî Yerûşaya keça Sadoq bû.
Wî jî wekî Ûzziyayê bavê xwe tiştên di çavê Xudan de rast in, kirin.
Lê wî bi tenê bilindciyên perizînê ji holê ranekirin. Gel hê jî li bilindciyan qurban serjê dikirin û bixûr pêdixistin. Yotam Dergehê Jorîn ê Mala Xudan çêkir.
Qewimînên din ên padîşahiya Yotam û kirinên wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Cihûdayê de hatin nivîsandin.
Wan rojan Xudan kir ku Resînê Padîşahê Aramê û Peqahê kurê Remalya bi ser Cihûdayê ve werin.
Yotam mir û gihîşt bav û kalên xwe. Ew li Bajarê Dawidê bavkalê xwe, li ba pêşiyên xwe hat veşartin. Kurê wî Ahaz li cihê wî bû padîşah.
Di hivdeh saliya padîşahiya Peqahê kurê Remalya de Ahazê kurê Yotam bû Padîşahê Cihûdayê.
Gava Ahaz bû padîşah bîst salî bû. Wî li Orşelîmê şanzdeh salan padîşahî kir. Ahaz wekî Dawidê bavkalê xwe nebû, wî tiştên di çavê Xwedayê xwe Xudan de rast in, nekirin.
Ew di riya padîşahên Îsraêlê de meşiya. Li gorî kirêtiyên gelên ku Xudan ew li ber gelê Îsraêl qewitandibûn, rabû kurê xwe jî di êgir de kir qurban.
Li bilindciyên perizînê, li ser giran û li bin her dara şîn wî qurban serjê dikirin û bixûr pêdixistin.
Wê demê Resînê Padîşahê Aramê û Padîşahê Îsraêlê Peqahê kurê Remalya ji bo şer çûn Orşelîmê û Ahaz dorpêç kir. Lê wan ew têk nebir.
Di vê navberê de, Resînê Padîşahê Aramê, Eylatê bi paş ve stand û Cihûyan ji Eylatê derxistin. Edomî ketin Eylatê û heta niha jî ew tê de ne.
Ahaz ji Tîglat-Pîleserê Padîşahê Aşûrê re, qasid şand û got: “Ez xulamê te û kurê te me. Were min ji destên Padîşahê Aramê û Padîşahê Îsraêlê rizgar bike ku li dijî min serî rakirine.”
Ahaz zêr û zîvên di Mala Xudan û xezîneyên qesra padîşah de standin ji Padîşahê Aşûrê re wekî diyarî şandin.
Padîşahê Aşûrê guhdariya wî kir. Berê xwe da Şamê û bajar bi dest xist. Paşê xelkê wê derê sirgûnê bajarê Qîrê kir, Resîn jî kuşt.
Ahazê Padîşah ji bo Tîglat-Pîleserê Padîşahê Aşûrê pêşwazî bike, çû Şamê û gorîgeha li Şamê dît. Ahazê Padîşah li gorî her karê gorîgehê şêwe û mînaka wê, ji Ûriyayê Kahin re şand.
Ûriyayê Kahin gorîgehek çêkir, li gorî her tiştên ku Ahazê Padîşah ji Şamê şandibû, heta Ahaz ji Şamê hat wisa kir.
Gava padîşah ji Şamê hat, gorîgeh dît. Ew nêzîkî gorîgehê bû û li ser wê pêşkêşî dan.
Wî qurbana şewitandinê kir, pêşkêşiya dexlê û rijandinê da û xwîna qurbanên aştiyê bi ser gorîgehê ve reşand.
Gorîgeha tûncîn a li ber Xudan, ji pêşiya Malê ku di navbera gorîgeha nû û Mala Xudan de ye, anî û danî bakurê gorîgeha xwe.
Ahazê Padîşah emir da Ûriyayê Kahin û got: “Li ser gorîgeha mezin, qurbana şewitandinê ya sibê, pêşkêşiya dexlê ya êvarê, pêşkêşiyên padîşah a şewitandinê û dexlê, bi qurbana şewitandinê ya tevahiya gelê welêt û pêşkêşiyên wan a dexlê û rijandinê re pêşkêş bikin. Piştre tevahiya xwîna qurbanên şewitandinê û tevahiya xwîna qurbanên din, li ser vê gorîgehê bireşînin. Lê gorîgeha tûncîn, ji bo ku ez rojên pêş bizanibim, wê ya min be.”
Ûriyayê Kahin her tiştê ku Ahazê Padîşah emir kir pêk anî.
Ahazê Padîşah lewheyên kêleka binikên ku teştên li Perestgehê li ser rûniştî ne, jê kirin û teşt jî rakirin. Wî hewza li ser conegayên tûncîn anî xwarê û danî ser erdekî kevirîn.
Ji bo xatirê Padîşahê Aşûrê, wî dika kursiyê padîşah ê li Mala Xudan hatiye danîn rakir û deriyê taybet girt ku padîşah jê diket Malê.
Qewimînên din ên padîşahiya Ahaz û kirinên wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Cihûdayê de hatin nivîsandin.
Ew mir û gihîşt bav û kalên xwe. Li Bajarê Dawid, li ba pêşiyên xwe hat veşartin. Kurê wî Hîzqiya li cihê wî bû padîşah.
Di duwanzdeh saliya padîşahiya Ahazê Padîşahê Cihûdayê de Hoşêyayê kurê Ela li Sameryayê li ser gelê Îsraêl bû padîşah. Hoşêya neh salan padîşahî kir.
Wî tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Lê wekî padîşahên Îsraêlê yên berê xerab nebû.
Şalmaneserê Padîşahê Aşûrê çû ser Hoşêya. Hoşêya bû xulamê wî û bac da wî.
Padîşahê Aşûrê li dor Hoşêya xayîntî dît. Çimkî Hoşêya ji Soyê Padîşahê Misrê re qasid şandibûn û baca xwe ya ku divê her sal bida jî neda Padîşahê Aşûrê. Loma wî ew girt û avêt girtîgehê.
Padîşahê Aşûrê, êrîş bir ser tevahiya welêt û hat Sameryayê. Sê salan ew der dorpêç kir.
Di neh saliya padîşahiya Hoşêya de Padîşahê Aşûrê Samerya stand û gelê Îsraêl sirgûnê Aşûrê kir. Wî ew li Halahê, li Gozana li ber keviya Çemê Xabûrê û li bajarên Medan da bicihkirin.
Ev bûn çimkî gelê Îsraêl li dijî Xwedayê xwe Xudanê ku ew ji welatê Misrê û ji bindestiya Firewnê Padîşah deranî, guneh kir. Ew perizîn îlahan
û li gorî adetên miletên ku Xudan ew li ber gelê Îsraêl qewitandibûn meşiyan û da ser riya padîşahên Îsraêlê.
Tiştên ne rast li dijî Xwedayê xwe Xudan, bi dizî kirin. Li hemû bajarên xwe, ji bircên nobedaran bigirin heta bajarên bisûr, ji xwe re bilindciyên perizînê çêkirin.
Li ser her girê bilind û li bin her dara şîn ji xwe re kevirbel û pûtên Aşêrayê daçikandin.
Wek miletên ku Xudan li ber wan qewitandibûn, li hemû bilindciyan bixûr pêxistin. Wan bi tiştên xerab Xudan hêrs kir.
Tevî ku Xudan ji wan re gotibû: “Hûnê vî tiştî nekin” jî perizîn pûtan.
Xudan bi riya hemû zanyar û pêxemberên xwe, Îsraêl û Cihûdayê hişyar kir û got: “Li gorî tevahiya Şerîeta ku min li bav û kalên we emir kiriye û bi riya xulamên xwe pêxemberan ji we re şandiye, ji riyên xwe yên xerab vegerin û emir û qanûnên min pêk bînin.”
Lê wan guh neda û wek bav û kalên xwe serhişkî kirin. Ew bi Xwedayê xwe Xudan re dilsoz neman.
Qanûnên wî, peymana ku bi bav û kalên wan re çêkiribû û şîreta li wan kiribû, red kirin. Wan da pey tiştên pûç û vala û bûn mirovên beredayî. Wan da pey miletên derdora xwe ku Xudan gotibû wekî wan nekin.
Wan dev ji hemû emrên Xwedayê xwe Xudan berda. Ji xwe re du pûtên golikên rijandî û pûtekî Aşêrayê çêkirin. Herwiha li ber nexşên ezmanan deverû çûn erdê û perizîn Baal.
Kur û keçên xwe di êgir de qurban kirin. Falbazî û sêrbazî kirin. Xwe firotin û tiştên di çavê Xudan de xerab in kirin. Loma jî wan ew hêrs kir.
Xudan li dijî Îsraêlê gelekî hêrs bû û ew ji ber çavê xwe rakir. Ji eşîra Cihûdayê pê ve tu kes nema.
Cihûdayî jî emrên Xwedayê xwe Xudan bi cih neanîn û li gorî adetên Îsraêlê meşiyan.
Xudan tevahiya ziriyeta Îsraêl red kir. Heta ku ji hizûra xwe bavêje, ew ceza kir û da destê talankaran.
Gava Xudan, Îsraêl ji Mala Dawid veqetand, wan Yarovamê kurê Nevat kir padîşah. Yarovam jî Îsraêl ji riya Xudan derxist û bi wan gunehê mezin da kirin.
Îsraêliyan da pey hemû gunehên Yarovam û xwe ji wan neda alî.
Di dawiyê de, wekî wî bi riya hemû xulamên xwe, pêxemberan gotiye, Xudan Îsraêl ji ber çavê xwe dûr xist. Bi vî awayî Îsraêl ji axa xwe, ber bi Aşûrê ve hate sirgûnkirin. Heta îro jî wisa ye.
Padîşahê Aşûrê, ji Babîl, Kûta, Ewa, Hama û Sefarwayîmê mirov anîn û ew li cihê Îsraêliyan, li Sameryayê û bajarên derdora wê bi cih kirin. Wan Samerya kir milkê xwe û li bajarên wê rûniştin.
Di destpêka rûniştina xwe ya li wir de, ji Xudan neditirsiyan. Xudan şêr şandin nav wan û hinek ji wan kuştin.
Ji Padîşahê Aşûrê re hat gotin: “Ew miletên ku te sirgûn kirine û li bajarên Sameryayê û bajarên derdora wê bi cih kirine, bi rê û rêbazên îlahê welêt nizanin. Wî şêr şandin nav wan û wan ew kuştin. Çimkî ew bi rê û rêbazên îlahê welêt nizanibûn.”
Padîşahê Aşûrê ferman da û got: “Yekî ji kahinên ku we ji wê derê sirgûn kirine, bibin wir. Bila here li wir rûne, rê û rêbazên îlahê welêt hînê wan bike.”
Kahinekî ku wan ew ji Sameryayê sirgûn kiriye, hat û li Bêt-Êlê rûnişt. Hînî wan kir ku wê çawa biperizin Xudan.
Her milet êdî îlahên xwe jî çêdikirin. Wan li bajarên ku hatin bicihkirin îlah çêdikirin û datanîn perestgehên bilindciyên ku Sameryayiyan ava kirine.
Babîliyan, Sûkkot-Benotê çêkir. Kûtayiyan, Nêrgalê çêkir û Hamayiyan, Aşîmayê çêkir.
Ewayiyan, Nîvhaz û Tartaqê çêkirin. Sefarwayîmiyan zarokên xwe ji Adram-Melek û Enam-Melekê îlahên Sefarwayîmê re di êgir de qurban kirin.
Herwiha ew perizîn Xudan û di nav xwe de kahin diyar kirin ku di perestgehên bilindciyan de pêşkêş bikin.
Li ser vê yekê, ew perizîn Xudan û li gorî adetên miletên ku ji nav wan hatine, perizîn îlahên xwe.
Wan heta îro li gorî adetên berê dikirin. Ew neperizin Xudan û li gorî qanûn, rêbaz, şerîet û emrên ku wî ji bo kurên Aqûb danîbû –ku navê wî kiribû Îsraêl– nedikirin.
Xudan bi wan re peyman çêkiribû, emir dabû wan û gotibû: “Hûnê neperizin îlahên din û li ber wan deverû neçin erdê. Xulamiya wan nekin û ji wan re qurbanan serjê nekin.
Lê hûnê biperizin Xudanê ku bi hêzeke mezin û zendê xwe yê dirêjkirî hûn ji welatê Misrê deranîn. Li ber wî deverû herin erdê û jê re qurbanan serjê bikin.
Hûnê herdem li qanûn, rêbaz, şerîet û emrên ku ji bo we nivîsandiye miqate bin ku wan pêk bînin. Hûnê neperizin îlahan.
Hûnê peymana ku min bi we re çêkiriye, ji bîr nekin. Hûnê neperizin îlahan.
Tenê biperizin Xwedayê xwe Xudan. Wê we ji destê tevahiya dijminan rizgar bike.”
Lê wan guh nedanê. Wan li gorî adetên berê dikirin.
Ew milet diperizîn Xudan, lê xulamiya pûtên wan jî dikirin. Bav û kalên wan çawa kiribûn, kur û neviyên wan jî heta îro jî wisa dikin.
Di sala sisêyan a padîşahiya Hoşêyayê kurê Elayê Padîşahê Îsraêlê de Hîzqiyayê kurê Ahaz bû Padîşahê Cihûdayê.
Gava Hîzqiya bû padîşah bîst û pênc salî bû. Wî li Orşelîmê bîst û neh salan padîşahî kir. Diya wî Aviyaya keça Zekeriya bû.
Wekî Dawidê bavkalê xwe, wî tiştên di çavê Xudan de rast in kirin.
Wî bilindciyên perizînê rakirin, kevirbel şikandin û pûtên Aşêrayê birî. Marê tûncîn ku Mûsa çêkiribû perçe kir. Çimkî heta wê rojê gelê Îsraêl jê re bixûr pêdixist. Navê wî Nehûştan bû.
Bi Xwedayê Îsraêl Xudan ewle bû û di nav hemû padîşahên Cihûdayê yên hatî û yên bên de kesekî wekî wî tunebû.
Çimkî wî xwe li Xudan girt. Ji pey Xudan averê nebû, emrên ku ji Mûsa re kiribûn, pêk anî.
Xudan pê re bû. Ew biçûya ku karên wî rêkûpêk bûn. Li dijî Padîşahê Aşûrê serhildêr bû û jê re xulamî nekir.
Heta Xezayê û sînorên wê, ji birca nobedaran heta bajarên bisûr, wî Filîstî têk birin.
Di çarsaliya padîşahiya Hîzqiyayê Padîşah de ku heft saliya padîşahiya Hoşêyayê kurê Elayê Îsraêlê bû, Şalmaneserê Padîşahê Aşûrê çû ser Sameryayê û bajar dorpêç kir.
Dawiya sê salan ew der stand. Di şeş saliya padîşahiya Hîzqiya de ku neh saliya padîşahiya Hoşêyayê Padîşahê Îsraêlê bû, Samerya hat standin.
Padîşahê Aşûrê, Îsraêlî sirgûn kirin û ew li Halahê, li Gozana li ber Çemê Xabûrê û li bajarên Medan bi cih kirin.
Çimkî wan guh neda dengê Xwedayê xwe Xudan û peymana wî binpê kir. Wan guh neda tevahiya emrên Mûsayê xulamê Xudan û ew pêk neanî.
Di çardeh saliya padîşahiya Hîzqiyayê Padîşah de Sanhêrîvê Padîşahê Aşûrê li dijî hemû bajarên bisûr ên Cihûdayê derket û ew standin.
Gava Padîşahê Aşûrê li bajarê Laxîşê bû, Hîzqiyayê Padîşahê Cihûdayê qasid şandin û jê re got: “Ez sûcdar im! Bela xwe ji min veke, çi bar bikeve ser milê min ezê bidim.” Padîşahê Aşûrê, sê sed telant zîv û sî telant zêr xist stûyê Hîzqiyayê Padîşahê Cihûdayê.
Hîzqiya tevahiya zîvên di xezîneyên Mala Xudan û qesra padîşah de da wî.
Wê demê Hîzqiyayê Padîşahê Cihûdayê zêrê ji derî û rexderiyên Perestgeha Xudan ku wî kiras kiribûn, jê kirin û dan Padîşahê Aşûrê.
Padîşahê Aşûrê serfermandar, serkarmend û fermandarê xwe bi artêşa mezin re ji Laxîşê şand Orşelîmê ba Hîzqiyayê Padîşah. Ew rabûn hatin Orşelîmê. Li ber Zeviya Kincşûştinê li ber coya li ba Hewza Jorîn sekinîn.
Gava Aşûriyan gazî padîşah kir, Êlyaqîmê kurê Hîlqiyayê ku berpirsê qesrê bû, Şevnayê nivîsende û Yoahê dîroknivîsê kurê Asaf, çûn pêşwaziya wan.
Fermandar ji wan re got: “Ji Hîzqiya re bêjin: ‘Padîşahê Mezin, Padîşahê Aşûrê wisa dibêje: Tu bi çi yê xwe ewle yî?
Tu dibêjî ji bo şer pîlan û hêza min heye, lê tenê ev gotinên vala ne. Tu bi kê ewle yî ku tu li dijî min radibî?
Va ye tu niha bi Misrê ewle yî. Lê kesê xwe bispêre vê şiva ji qamîşê şikestî, wê şiv di destê wî re here û qul bike. Firewnê Padîşahê Misrê, ji her kesê pê ewle ye re wisa ye.
Heke hûn ji min re bêjin: Em bi Xwedayê xwe Xudan ewle ne. Ez dibêjim: Ma ew ne ew îlah e ku Hîzqiya bilindciyên perizînê û gorîgehên wî tune kirin?! Ma wî ji gelê Cihûda û Orşelîmê re negot: Divê hûn li Orşelîmê li ber vê gorîgehê biperizin’?!
“Niha were, bi xweyê min Padîşahê Aşûrê re şert bigire. Heke tu bikarî siwaran peyda bikî, ezê du hezar hespan bidim te.
Gava ji bo erebeyên şer û siwaran bi Misriyan ewle bibî, tê çawa xulamên herî biçûk ên xweyê min têk bibî?
Ma ez bêyî destûra Xudan rabûm ku vî cihî xera bikim? Na! Xudan ji min re got: ‘Li dijî vî welatî rabe û xerab bike.’”
Êlyaqîmê kurê Hîlqiya, Şevna û Yoah ji fermandar re got: “Em lava dikin ji van xulamên xwe re bi zimanê aramî bêje, çimkî em bi vî zimanî dizanin. Bi me re bi zimanê îbranî nepeyive. Gelê li ser dîwêr guhdariya me dike.”
Fermandar ji wan re got: “Ma xweyê min ez şandim ku ez bi tenê ji te û xweyê te re van gotinan bibêjim? Ev xeber ji gelê li ser dîwêr rûniştî re jî hate şandin. Tevli we, wê ew jî gûyê xwe bixwin û mîza xwe vexwin.”
Fermandar sekinî û bi dengekî bilind bi zimanê îbranî qîriya û got: “Gotina Padîşahê Mezin, Padîşahê Aşûrê bibihîzin!
Padîşah wiha dibêje: ‘Hîzqiya bila we nexapîne! Wê nikaribe we ji destê min rizgar bike.
Hîzqiyayê ku dibêje: Wê Xudan me esse rizgar bike û wê ev bajar nekeve destê Padîşahê Aşûrê, bila neke ku hûn bi Xudan ewle bin.
Guhdariya Hîzqiya nekin.’ Çimkî Padîşahê Aşûrê wiha dibêje: ‘Teslîm bibin, werin xwe bavêjin bextê min. Bila niha herkes ji mêwa xwe û ji darhejîra xwe bixwe û ji bîra xwe avê vexwe.
Paşê ezê bêm û we bînim welatekî nû yê wek welatê we ku hûnê nemirin û sax bimînin. Ew welat, welatekî şerab û dexil e, welatê nan û rez, zeyt û hingivê ye. Guhdariya Hîzqiya nekin ku dibêje wê Xudan me rizgar bike. Bila we nexapîne.
Gelo ji îlahên gelan, heta niha kîjan îlah welatê xwe ji destê Padîşahê Aşûrê rizgar kiriye?
Ka îlahên Hama û Arpadê li ku ne? Ka îlahên Sefarwayîm, Hêna û Îwayê li ku ne? Gelo wan Samerya ji destê min rizgar kiriye?
Di nava hemû îlahên welatan de, îlahên ku welatên xwe ji destê min rizgar kirine kî ne ku Xudan Orşelîmê ji destê min rizgar bike?’”
Gel dengê xwe nekir û bersiva wî neda. Çimkî emrê padîşah wiha bû: “Bersiva wî nedin.”
Êlyaqîmê kurê Hîlqiyayê berpirsê qesrê, Şevnayê nivîsende, Yoahê dîroknivîsê kurê Asaf, kincên xwe çirandin, hatin ba Hîzqiya û gotinên fermandar jê re gotin.
Gava Hîzqiyayê padîşah ev bihîst kincê xwe çirand, çûx li xwe kir û ket Mala Xudan.
Wî Êlyaqîmê berpirsê qesrê, Şevnayê nivîsende û kahinên mezin ku çûx li wan bû, şandin ba Pêxember Îşayayê kurê Amots.
Wan ji Îşaya re got: “Hîzqiya wiha dibêje: ‘Îro roja tengasî, erzşikandin û şermê ye. Dema zarokanînê hat, lê hêza ku wan bîne tuneye.
Belkî Xwedayê te Xudan, hemû gotinên fermandarê ku xweyê wî Padîşahê Aşûrê ew şandî û pê Xwedayê Jîndar tinazên xwe kirin, bibihîze û ji ber van gotinan wî ceza bike. Divê tu ji kesên me yên mayî re dua bikî.’”
Gava xulamên Hîzqiyayê Padîşah hatin ba Îşaya,
wî ji wan re got: “Ji xweyê xwe re wiha bêjin: ‘Xudan wiha dibêje: Tu ji gotinên te bihîstin û çêrên ku xulamên Padîşahê Aşûrê bi min kirin, netirse.
Ezê ruhekî bixim nava wî, wê xeberekê bibihîze, bizivire welatê xwe û ezê wî li welatê wî, bi şûr bidim kuştin.’”
Fermandar vegeriya û dît ku Padîşahê Aşûrê, li dijî Lîvnayê şer dike. Çimkî wî bihîstibû ku padîşah ji Laxîşê derketiye.
Çaxê Padîşahê Aşûrê bihîst ku Tîrhaqayê Padîşahê Kûş ê ji bo ku li dijî wî şer bike bi rê ketiye, wî dîsa qasid şandin ba Hîzqiya û got:
“Ji Hîzqiyayê Padîşahê Cihûdayê re bibêjin: ‘Bila Xwedayê tu pê ewle yî û dibêje wê Orşelîm nekeve destê Padîşahê Aşûrê, te nexapîne.
Te bihîstiye ku padîşahên Aşûrê çi anîne serê hemû welatan û çawa bi tevahî tune kirine. Ma tê rizgar bibî?
Gozanî, Heranî, Resefî û Edeniyên li Telassarê dijiyan ku bav û kalên min ew helak kirin, gelo îlahên wan miletan karibûn wan rizgar bikin?
Ka padîşahên Hama û Arpadê li ku ne? Padîşahên Laîr, Sefarwayîm, Hêna û Îwayê li ku ne?’”
Hîzqiya name ji destê qasidan stand û xwend. Hîzqiya çû Mala Xudan, name vekir
û ji Xudan re dua kir û got: “Ya Xwedayê Îsraêl Xudan ku li ser xerûban rûniştî ye. Tenê tu Xwedayê hemû padîşahiyên dinyayê yî. Te erd û ezman afirandin.
Ya Xudan, guh bide û bibihîze. Ya Xudan çavên xwe veke û binêre. Gotinên Sanhêrîv şandin bibihîze ku bi wan gotinan tinazan bi Xwedayê Jîndar dikirin.
Ya Xudan, rastî ev e ku padîşahên Aşûrê milet û welat wêran kirin.
Îlahên wan miletan avêtin nav êgir; çimkî ew ne Xwedê bûn, karên destê mirovan, ji dar û keviran bûn. Loma wan ew tune kirin.
Ya Xwedayê me Xudan, lava dikim tu niha me ji destê Sanhêrîv rizgar bike ku hemû padîşahiyên dinyayê bizanibin tenê tu Xudan, Xwedê yî.”
Îşayayê kurê Amots ji Hîzqiya re xeber şand û got: “Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Min duaya te ya li ser Sanhêrîv Padîşahê Aşûrê bihîst.
Peyva ku Xudan li dijî Sanhêrîvê Padîşahê Aşûrê dibêje ev e: “‘Ya Sanhêrîv, Siyona keça xama te kêm dibîne, Henekê xwe bi te dike. Keça Orşelîmê bi tinazan Di pey te re serê xwe dihejîne.
Te tinazên xwe bi kê kir, te çêrî kê kir? Te li dijî kê dengê xwe rakir û pozbilindî kir? Te li dijî Pîrozê Îsraêl kir!
Bi riya qasidên xwe, Te tinazên xwe bi Reb kir û got: Ez bi gelek erebeyên şer re Çûm serê çiyayên bilind, Gihîştim serê bilindciyên Lubnanê. Min darên bilind ên sedrê Darên bijare yên çaman birîn. Ez çûm nîveka Lubnanê, Ez çûm daristana herî gur.
Min bîr kolan û ava xerîban vexwar. Min bi binê piyên xwe Hemû çemên Misrê çikandin.
“‘Ma te nebihîst Ku ji gelek demên berê ve min ev kiribû? Ji demên qedîm ve min ev pîlan kiribû. Niha min ev pêk anî, Wêrankirina bajarên bisûr, Bila bibe karê te.
Jixwe hêza şêniyên van bajaran hindik bû, Bêhêvî û şermezar bûn. Wekî giyayê zeviyan, giyayê ter û giyayê serbanan Yên ku berî şîn bibin, Li ber bayê dikevin.
Ez bi rûniştina te, Ketin û derketina te, Orîna hêrsa te ya li dijî min dizanim.
Ji ber ku tu li dijî min oriyayî, Ji ber pozbilindiya te hat guhên min, Ezê xelekê li pozê te, Lixabê li devê te bixim. Ezê berê te bidim riya tu jê hatî.
“‘Ya Hîzqiya, wê ev ji te re bibe nîşan: Hûnê îsal berhemê ji ber xwe çêbûye, Sala diduyan a pey çêbe bixwin. Sala sisêyan biçînin û hilînin, Rezan deynin û fêkiyên wan bixwin.
Kesên ji Mala Cihûda filitîn û sax man, Wê dîsa ber bi jêr ve kok bidin, Ber bi jor ve jî fêkî bidin.
Çimkî wê bermayî ji Orşelîmê, Wê sax ji Çiyayê Siyonê derkevin. Wê xîreta Xudanê Karîndar vê yekê pêk bîne.’
“Xudan li ser Padîşahê Aşûrê wiha dibêje: “‘Wê nekeve vî bajarî û tîran navêjê. Wê bi mertalan nêzîkî bajêr nebe Û li ber sûrên wê pal çêneke.
Wê berê wî bide riya ku jê hatiye û neyê vî bajarî.’ Ev e gotina Xudan.
“‘Ezê ji bo xwe û ji bo xatirê xulamê xwe Dawid Vî bajarî biparêzim û rizgar bikim.’”
Wê şevê milyaketê Xudan derket û ji artêşgeha Aşûrê sed û heştê û pênc hezar kes kuştin. Serê sibê tenê cendek hebûn.
Sanhêrîvê Padîşahê Aşûrê artêşa xwe berda, reviya Nînewayê û li wir ma.
Gava ew li mala îlahê xwe Nîsrox çû ser çokan, Adram-Melek û Sareserê kurên wî, rabûn ew bi şûran kuştin û reviyan herêma Araratê. Kurê wî Êsar-Haddon li cihê wî bû padîşah.
Di wan rojan de Hîzqiya nexweş ket û li ber mirinê bû. Îşayayê Pêxemberê kurê Amots hat ba wî û got: “Xudan wiha dibêje: ‘Wesiyetê li mala xwe bike, çimkî tê bimirî. Tê baş nebî.’”
Hîzqiya berê xwe da dîwêr, ji Xudan re dua kir û got:
“Ax, ya Xudan, lava dikim bîne bîra xwe ku çawa bi te re bi dilsozî û bi tevahiya dil xwe meşiyam û tiştên di çavê te de qenc in kirin.” Piştre Hîzqiya bi dilekî şewat giriya.
Hê Îşaya ji hewşa navîn derneketibû, gotina Xudan jê re hat û got:
“Vegere û ji Hîzqiyayê serwerê gelê min re bêje: ‘Xwedayê bavkalê te Dawid Xudan wiha dibêje: Min duaya te bihîst, min hêsirên çavên te dîtin. Ezê esse te sax bikim. Tê di roja sisêyan de herî Mala Xudan.
Ezê panzdeh salan bixim ser rojên te û ezê te û vî bajarî ji destê Padîşahê Aşûrê rizgar bikim. Ezê vî bajarî ji bo xwe û xatirê xulamê xwe Dawid biparêzim.’”
Îşaya got: “Bila bastîqê hejîran bînin.” Anîn danîn ser kunêra wî û ew baş bû.
Hîzqiya ji Îşaya re got: “Nîşana ku wê Xudan min sax bike û ezê di roja sisêyan de herim Mala Xudan, wê çi be?”
Îşaya got: “Ji bo te nîşana ku Xudan soza xwe pêk bîne ev e: Bila siya rojê, deh derence dirêj be yan deh derence kurt be?”
Hîzqiya got: “Deh derence dirêjbûna siyê hêsantir e, bila deh derence kurt be.”
Li ser vê yekê Îşayayê Pêxember ji Xudan lava kir. Xudan siya ji derenceyên Ahaz berjêr bûbû, deh derence kurt kir.
Wê demê Merodak-Baladanê kurê Baladanê Padîşahê Babîlê, ji Hîzqiya re name û diyariyek şandin. Çimkî wî bihîstibû ku Hîzqiya nexweş ketiye.
Hîzqiya qasid qebûl kirin û tevahiya mala tiştên hêja, zêr û zîv, biharat û rûnê bêhnxweş, cebilxane, hemû tiştên odeyên xezîneya xwe nîşanî wan da. Tiştek li qesir û tevahiya welatê wî nema ku Hîzqiya nîşanî wan neda.
Îşayayê Pêxember hat ba Hîzqiyayê Padîşah û jê re got: “Van zilaman çi gotin? Ji ku derê hatine ba te?” Hîzqiya got: “Ji welatekî dûr, ji Babîlê hatine.”
Îşaya got: “Li qesra te çi dîtin?” Hîzqiya got: “Her tiştên di qesra min de heye dîtin, tiştek nema ku min ji xezîneyên xwe nîşanî wan neda.”
Îşaya ji Hîzqiya re got: “Li gotina Xudan guhdarî bike.
Xudan dibêje: ‘Wê ew roj were ku hemû tiştên di qesra te de û hemû tiştên heta niha bav û kalên te dane hev, wê bibin Babîlê. Wê tu tişt nemîne.
Hinek ji kurên te, yên ji bedena te çêbin, wê bibin û li qesra Padîşahê Babîlê nemêr bikin.’”
Hîzqiya ji Îşaya re got: “Gotina Xudan a ku tu dibêjî baş e.” Çimkî di dilê xwe de digot: “Çi ji min re! Jixwe wê di rojên min de aştî û ewlehî pêk bê.”
Qewimînên din ên padîşahiya Hîzqiya, hemû serketinên wî, çawa hewiz û coya binerdî çêkirin û av anî bajêr, di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Cihûdayê de hatin nivîsandin.
Ew mir û gihîşt bav û kalên xwe. Kurê wî Minaşşe li cihê wî bû padîşah.
Gava Minaşşe bû padîşah duwanzdeh salî bû. Wî li Orşelîmê pêncî û pênc salan padîşahî kir. Diya wî Hefsîvah bû.
Wî tiştên di çavê Xudan de xerab in kirin. Wî tiştên kirêt ên miletên ku Xudan li ber gelê Îsraêl qewitandin, kirin.
Bilindciyên perizînê ku bavê wî Hîzqiya hilweşandibûn, wî ji nû ve ava kirin. Çawa ku Ahavê Padîşahê Îsraêlê kiribû, ji bo Baal gorîgeh çêkirin û pûtekî Aşêrayê çêkir. Herwiha li ber tevahiya nexşên ezmanan çû ser çokan.
Li Mala Xudan gorîgeh çêkirin ku Xudan gotibû: “Wê navê min di Orşelîmê de be.”
Lê li herdu hewşên Mala Xudan jî, ji bo tevahiya nexşên ezmanan gorîgeh çêkirin.
Kurê xwe di êgir de kir qurban. Wî sêrbazî û remildarî kir. Cinbaz û kesên bi ruhan dişêwirîn bikar anî. Wî gelek tiştên di çavê Xudan de xerab in kirin û Xudan hêrs kir.
Minaşşe pûtê Aşêrayê yê qewartî ku wî çêkir, xist nava wê malê ku li ser wê Xudan ji Dawid û kurê wî Silêman re gotibû: “Li vê malê û li Orşelîma ku min ji hemû eşîrên Îsraêl hilbijartibûn, wê navê min heta hetayê bimîne.
Heke bi tenê ew miqate bin ku li gorî her tişta min li wan emir kiriye û li gorî tevahiya Şerîeta xulamê min Mûsa li wan emir kiriye bikin, ezê piyên Îsraêliyan, ji welatê ku min daye bav û kalên wan tu carî eware nekim.”
Wan guh neda vê yekê. Minaşşe ew ji rê derxistin ku wan ji gelên ku Xudan ew li ber Îsraêliyan helak kirin, zêdetir xerabî kirin.
Xudan bi riya xulamên xwe yên pêxember got:
“Ji ber ku Minaşşeyê Padîşahê Cihûdayê wan ev tiştên kirêt kirine, ji tiştên Amoriyên beriya xwe bêtir xerabî kirine û bi pûtên xwe bi Cihûdayê dabû gunehkirin,
Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Ezê xerabiyeke wisa bînim serê Cihûda û Orşelîmê ku kesên bibihîzin, wê zingînî ji herdu guhên wan bê.
Li ser Orşelîmê tayê pîvanê yê Sameryayê û şaqula Mala Ahav ezê vezelînim û çawa ku zilamek firaqekî paqij dike û deverû dike, ezê jî Orşelîmê wisa bikim.
Ezê mîrasa min a mayî biterikînim û wan bidim destê dijminên wan. Ewê jî, ji bo hemû neyarên xwe bibin malê talên.
Çimkî ji çaxê bav û kalên wan ji Misrê derketine heta niha, wan tiştên di çavê min de xerab in kirin û ez hêrs kirim.’”
Minaşşe ne bi tenê bi Cihûdayê tiştên di çavê Xudan de xerab in da kirin, wî herwiha ewqas xwîna bêsûcan rijand ku Orşelîmê ji seriyekî heta seriyê din tije kir.
Qewimînên din ên padîşahiya Minaşşe, hemû kirin û gunehên wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Cihûdayê de hatin nivîsandin.
Ew mir û gihîşt bav û kalên xwe. Li bexçeyê qesra xwe –ango li bexçeyê Ûzza– hate veşartin. Kurê wî Amon li cihê wî bû padîşah.
Gava Amon bû padîşah bîst û du salî bû. Wî li Orşelîmê du salan padîşahî kir. Diya wî Meşûllemeta keça Harûsê Yotvayî bû.
Amon wekî Minaşşeyê bavê xwe tiştên di çavê Xudan de xerab in kirin.
Ew di hemû riyên bavê xwe de meşiya. Ew perizî pûtên ku bavê wî perizîbû û li ber wan deverû çû erdê.
Riya Xudan Xwedayê bav û kalên xwe berda. Ew di riya Xudan de nemeşiya.
Xulamên Amon fen lê kir û wan ew li qesra wî kuşt.
Gelê welêt jî rabû û hemû kesên fen lê kiriye, kuştin. Wan Yoşiyayê kurê wî, li cihê wî kir padîşah.
Qewimînên din ên padîşahiya Amon û kirinên wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Cihûdayê de hatin nivîsandin.
Ew li bexçeyê Ûzza di gora xwe de hat veşartin. Kurê wî Yoşiya li cihê wî bû padîşah.
Gava Yoşiya bû padîşah heşt salî bû. Yoşiya li Orşelîmê sî û yek salan padîşahî kir. Diya wî Yedîdaya keça Edayayê Bosqatî bû.
Wî tiştên di çavê Xudan de rast in kirin. Ew di riya Dawidê bavkalê xwe de meşiya. Wî xwe neda aliyê çep û rastê.
Di hijdehsaliya padîşahiya xwe de Yoşiya, Şafanê Nivîsendeyê kurê Asalyayê kurê Meşûllam şand Mala Xudan û jê re got:
“Here ba Hîlqiyayê Serkahin, bila zîvên ku dergevan ji gel berhev kiribûn û anîbûn Mala Xudan, bihejmêre.
Bila wan zîvan bidin destên serkarên Mala Xudan, ew jî bila wan bidin karkerên nûkirina derz û qelşên Mala Xudan.
Ji bo ku dar û kevirên qewartî bikirin, bila bidin necar, karker û kevirbir.
Lê bila hesabê pereyên ku didin destên wan nexwazin. Çimkî wan bi dilsozî kar dikirin.”
Hîlqiyayê Serkahin ji Şafanê Nivîsende re got: “Min li Mala Xudan Nivîsa Şerîetê dît.” Hîlqiya nivîs da Şafan û wî ew xwend.
Şafanê Nivîsende hat ba padîşah, ev xeber anî û got: “Xulamên te zîvên li Malê vala kirin û ew dane destên serkarên Mala Xudan.”
Wî berdewam kir û got: “Hîlqiyayê Kahin nivîsek da min.” Şafan li ber padîşah ew xwend.
Gava padîşah gotinên Nivîsa Şerîetê bihîstin, kincên xwe çirandin.
Padîşah emir da Hîlqiyayê Kahin, Ahîqamê kurê Şafan, Exborê kurê Mîxaya, Şafanê Nivîsende û Esayayê xulamê padîşah û got:
“Herin li ser gotinên wê nivîsê, ji bo min, gel û tevahiya Cihûdayê ji Xudan şîretê bixwazin. Xezeba dijwar a Xudan a li dijî me, mezin e. Çimkî bav û kalên me guh nedan gotinên vê nivîsa ku ji bo me hatiye nivîsandin.”
Hîlqiyayê Kahin, Ahîqam, Exbor, Şafan û Esaya çûn ba Hûldaya Pêxember ya ku jina Şallûmê kurê Tîqwayê kurê Harhas e. Şallûm nobedarê kincên Perestgehê bû. Hûlda li taxa diduyan a Orşelîmê dima. Ew pê şêwirîn.
Hûldayê ji wan re got: “Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Ji zilamê ku hûn şandin ba min re bêjin.
Xudan wiha dibêje: Ezê belayê bînim serê vê derê û şêniyên wê. Ezê tevahiya gotinên di vê nivîsê de ku Padîşahê Cihûdayê xwendin, bînim serê we.
Ji ber ku wan dev ji min berda, ji îlahan re bixûr pêxistin û bi kirinên destên xwe ez hêrs kirim, wê li dijî vê derê agirê xezeba min a dijwar rabe û netefe.’
“Lê ji Padîşahê Cihûdayê ê ku hûn ji bo şîreta Xudan şandine re wiha bêjin: ‘Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: Em bên ser gotinên ku te bihîstine.
Dema te gotinên min ên li dijî vê derê û şêniyên wê bihîstin ku wê tune bibin û bên naletkirin, te dilê xwe nerm kir û li ber min xwe nizim kir. Te li ber min kincên xwe çirandin û tu giriyayî. Loma min guhê xwe da te.’ Ev e gotina Xudan.
‘Ji ber vê yekê, dema tu mirî, ezê te bigihîjînim bav û kalên te. Tê Bi xêr û silamet di gora xwe de werî veşartin. Wê çavên te hemû xerabiyên ezê bînim vê derê nebînin.’” Ev xeber ji padîşah re anîn.
Yoşiyayê Padîşah xeber şand û hemû rîspiyên Cihûda û Orşelîmê li ba xwe civandin.
Padîşah tevî hemû zilamên Cihûdayê, hemû şêniyên Orşelîmê, kahin û pêxember, hemû biçûk û mezin çûn Mala Xudan. Wî tevahiya gotinên Nivîsa Peymanê ku li Mala Xudan hatibû dîtin xwendin ku herkes guhdarî bike.
Padîşah li ber stûnê sekinî û li ber Xudan peyman çêkir ku wê bide pey riya Xudan, emir, şîret û qanûnên wî bi dil û can pêk bîne û gotinên peymanê ku di vê nivîsê de hatine nivîsandin pêk bînin. Tevahiya gel jî ev peyman pejirand.
Yoşiyayê Padîşah emir da Hîlqiyayê Serkahin, kahinên alîkarên Serkahin û dergevan ku hemû taximên ji bo Baal, Aşêra û tevahiya nexşên ezmanan hatine çêkirin, ji Perestgeha Xudan derxin. Wî li derveyî Orşelîmê, li nav zeviyên Qîdronê şewitandin û xweliya wan bir Bêt-Êlê.
Wî kahinên pûtperest ên ji aliyê padîşahên Cihûdayê ve hatibûn tayînkirin ji holê rakirin ku li bilindciyên perizînê yên Cihûda û derdora bajarê Orşelîmê, ji Baal, roj, heyv, komstêr û hemû nexşên ezmanan re bixûr pêdixistin.
Wî pûtekî Aşêrayê ji Mala Xudan derxist derveyî Orşelîmê, bir Newala Qîdronê û ew li wê derê şewitand, perçiqand û kir xwelî. Xweliya wê li ser tirbên miriyên xelkê de avêt.
Cihên jin û mêrên laşfiroş ên pûtperestiyê hilweşandin ku di Mala Xudan de jinan ji bo Aşêrayê tevna qumaşan çêdikirin.
Yoşiya hemû kahin ji bajarên Cihûdayê anîn. Wî ji Gevayê heta Beêr-Şevayê bilindciyên perizînê ku kahinan bixûr lê pêxistine qirêj kirin. Paşê wî bilindciyên li devê Dergehê Yêşûyê waliyê bajêr hilweşandin. Ew li aliyê çepa dergehê bajêr bûn.
Lê kahinên bilindciyan li Orşelîmê neçûn gorîgeha Xudan. Wan li nav birayên xwe nanê şikeva dixwarin.
Ji bo ku kesek ji Molekê îlah re kur an keça xwe di êgir de neke qurban, Tofeta li Geliyê Ben-Hînnomê qirêj kir.
Wî hesp ji ber dergehê Mala Xudan rakirin ku ji aliyê padîşahên Cihûdayê ve ji rojê re hatibûn terxankirin. Ew hesp li hewşa Malê, li ber odeya Natan-Melekê nemêr bûn. Paşê wî erebeyên ji bo rojê hatibûn terxankirin, şewitandin.
Gorîgehên ji aliyê padîşahên Cihûdayê ve li ser banê odeya jorîn a Ahaz hatine çêkirin û gorîgehên ku Minaşşe li herdu hewşên Mala Xudan çêkiribûn hilweşandin û toza wan li ser Newala Qîdronê ve avêt.
Padîşah bilindciyên perizînê yên li rojhilatê Orşelîmê, li milê rastê yê Çiyayê Hammaşxîtê, ji bo kirêta îlaha Eştoreta Saydayiyan, kirêtê îlahê Kemoşê Moaviyan, kirêtê îlahê Molekê Emmoniyan ku ji aliyê Silêmanê Padîşahê Îsraêlê ve hatibûn çêkirin, qirêj kirin.
Wî kevirbel şikandin, pûtên Aşêrayê birîn û cihên wan bi hestiyên mirovan dagirtin.
Herwiha gorîgeha li Bêt-Êlê û bilindciyên ji aliyê Yarovamê kurê Nevat ve hatibû çêkirin ku guneh bi gelê Îsraêl dabû kirin, hilweşandin. Wî bilindcî şewitandin û perçiqandin, kirin xwelî. Pûtekî Aşêrayê jî şewitand.
Yoşiya zivirî, gorên li çiyê dîtin, hestî ji tirban da derxistin û li gorî gotina Xudan a ku zilamê Xwedê gotibû, li ser gorîgehan ew da şewitandin û qirêjkirin.
Padîşah pirsî: “Ew tirba ez li wir dibînim çi ye?” Kesên li bajêr jê re got: “Ew gora zilamê Xwedê ye ku ji Cihûdayê hatibû. Tiştên te li dijî gorîgeha Bêt-Êlê kiribûn, ragihandin.”
Wî got: “Dev jê berdin! Bila tu kes hestiyên wî aciz neke.” Hestiyên wî û hestiyên wî pêxemberî hiştin ku ji Sameryayê hatibû.
Yoşiya li bajarê Sameryayê hemû malikên pûtan ên li bilindciyan rûxandin ku bi wan, padîşahên Îsraêlê Xudan hêrs kiribûn. Çawa li Bêt-Êlê kiribû, li vir jî kir.
Wî tevahiya kahinên bilindciyan li ser gorîgehan serjê kirin. Piştî şewitandina hestiyên mirovan li ser wan gorîgehan, vegeriya Orşelîmê.
Padîşah li tevahiya gel ferman kir û got: “Ji Xwedayê xwe Xudan re wekî ku di vê Nivîsa Peymanê de hatiye nivîsandin Cejna Derbasbûnê bikin.”
Bi rastî, ji roja ku dadger li ser gelê Îsraêl serwerî kirine ve û di hemû rojên padîşahên Îsraêlê û padîşahên Cihûdayê de, wek vê Cejna Derbasbûnê nehatiye kirin.
Di hijdehsaliya padîşahiya Yoşiya de ev Cejna Derbasbûnê li Orşelîmê ji Xudan re hat pîrozkirin.
Herwiha Yoşiya ji bo gotinên Şerîeta di nivîsa Hîlqiyayê Kahin di Mala Xudan de dîtibû hat nivîsandin pêk bîne, cinbaz, kesên bi ruhan dişêwirîn, pûtên malê, pûtên din û li welatê Cihûda û li Orşelîmê tiştên kirêt ku hatine dîtin, hemû ji holê rakirin.
Li gorî tevahiya Şerîeta Mûsa, bi tevahiya dil û canê xwe, bi tevahiya hêza xwe wekî padîşahekî ku li Xudan vegere, ne beriya wî û ne jî piştî wî tu kesê wekî wî derneket.
Lê ji ber her hêrskirinên ku Minaşşe li dijî Xudan kir, Xudan ji Cihûda gelekî hêrs bû û ji vê hêrsbûna xwe ya mezin û gurbûyî venegeriya.
Xudan got: “Min çawa Îsraêlê ji ber çavê xwe avêt, ezê Cihûdayê jî, ji ber çavê xwe bavêjim. Ezê bajarê Orşelîma ku min ew hilbijartibû û Mala ku min gotibû ezê tê de bim, red bikim.”
Qewimînên din ên padîşahiya Yoşiya û hemû kirinên wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Cihûdayê de hatin nivîsandin.
Di rojên padîşahiya Yoşiya de Nexoyê Firewnê Misrê ji bo alîkariya Padîşahê Aşûrê bike çû ber Çemê Feratê. Yoşiyayê Padîşah bi ser vî de çû û gava Nexoyê Firewn li Megîddoyê dît, ew kuşt.
Xulamên wî cendekê wî bi erebeya wî ya şer ji Megîddoyê anî Orşelîmê û ew di gora wî de veşart. Gelê welêt Yehoahazê kurê Yoşiya hildan, ew rûn kirin û li cihê bavê wî kirin padîşah.
Gava Yehoahaz bû padîşah bîst û sê salî bû. Yehoahaz li Orşelîmê sê mehan padîşahî kir. Diya wî Hamûtala keça Yêremyayê Lîvnayî bû.
Wî wekî hemû tiştên bav û kalên wî kirin, tiştên di çavê Xudan de xerab in kirin.
Ji bo ku li Orşelîmê ew padîşahiyê neke, Nexoyê Firewn li Rîvlaya welatê Hamayê ew girê da û li ser welatê Cihûdayê sed telant zîv û telantek zêr wek bac danî.
Nexoyê Firewn Êlyaqîmê kurê Yoşiya li cihê bavê wî kir padîşah, navê wî guhert û kir Yehoyaqîm. Wî Yehoahaz anî Misrê û Firewn li wê derê mir.
Yehoyaqîm zêr û zîvê ku Firewn xwest dayê. Ji bo peydakirina vî pereyî, bac danî ser gelê welêt. Wî li gorî hebûna gel zêr û zîv berhev kir.
Gava Yehoyaqîm bû padîşah bîst û pênc salî bû. Yehoyaqîm li Orşelîmê yanzdeh salan padîşahî kir. Diya wî Zevûdaya keça Pedayayê Rûmayî bû.
Wî wekî hemû tiştên bav û kalên wî kirin, tiştên di çavê Xudan de xerab in kirin.
Di rojên wî de Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê hat û Yehoyaqîm sê salan bû xulamê wî. Lê Yehoyaqîm rabû li dijî wî serî hilda.
Xudan rêbirên Kildanî, rêbirên Aramî, rêbirên Moavî û rêbirên Emmoniyan bi ser wî de şandin. Li gorî gotina Xudan ku bi riya xulamên xwe pêxemberan hatiye, wî ew bi ser wî de şandin ku Cihûdayê helak bikin.
Bi rastî ev tişt bi fermana Xudan hat serê Cihûdayê ku ji ber çavê xwe rake. Ji ber tevahiya gunehên Minaşşe
û xwîna bêsûcan ku wî rijand, ev hat serê wî. Çimkî wî Orşelîmê bi xwîna bêsûcan dagirt. Loma Xudan nexwest wî bibexişîne.
Qewimînên din ên padîşahiya Yehoyaqîm û hemû kirin wî di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Cihûdayê de hatin nivîsandin.
Ew mir û gihîşt bav û kalên xwe. Kurê wî Yehoyaxîn li cihê wî bû padîşah.
Padîşahê Misrê, careke din ji welatê xwe derneket. Çimkî Padîşahê Babîlê, ji Newala Misrê heta Çemê Feratê, her tiştên wî jê standin.
Gava Yehoyaxîn bû padîşah hijdeh salî bû. Wî li Orşelîmê sê mehan padîşahî kir. Diya wî Nehûştaya keça Êlnatanê Orşelîmî bû.
Wî wekî hemû tiştên bavê wî kirin, tiştên di çavê Xudan de xerab in kirin.
Wê demê fermandarên Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê hatin ser Orşelîmê û bajar dorpêç kir.
Gava wan bajar dorpêç dikir, Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê jî hat.
Yehoyaxînê Padîşahê Cihûdayê, diya wî, xulam, serek û karmendên qesra wî teslîmî Padîşahê Babîlê bûn. Di heşt saliya padîşahiya xwe de Nebûxadnessar ew dîl girt.
Wekî Xudan gotiye, Nebûxadnessar tevahiya xezîneyên li Mala Xudan û li qesra padîşah birin. Wî hemû taximên zêr ên di Perestgeha Xudan de perçe perçe kirin ku Silêmanê Padîşahê Îsraêlê çêkirîbûn.
Wî tevahiya gelê Orşelîmê, tevahiya serek û mêrxasên wêrek, tevahiya hoste û hesinkaran sirgûn kirin ku hejmara wan deh hezar bû. Ji gelê welêt, ji bilî belengazan kesek nema.
Padîşahê Babîlê, Yehoyaxîn sirgûnê Babîlê kir. Diya wî, jinên wî, karmendên wî û serekên welêt jî, ji Orşelîmê sirgûnê Babîlê kirin.
Ji bilî wan, Nebûxadnessar heft hezar mêrxas û hezar kesên hoste û hesinkarên şerkerên wêrek, sirgûnê Babîlê kirin.
Padîşahê Babîlê, Mattanyayê mamê Yehoyaxîn li cihê wî kir padîşah û navê wî kir Sîdqiya.
Gava Sîdqiya bû padîşah bîst û yek salî bû. Wî li Orşelîmê yanzdeh salan padîşahî kir. Diya Sîdqiya, Hamûtala keça Yêremyayê Lîvnayî bû.
Wekî hemû tiştên Yehoyaqîm kirin, wî tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin.
Hêrsa Xudan li dijî Orşelîm û Cihûdayê ewqas rabû ku wî ew ji çavê xwe avêtin. Sîdqiya li dijî Padîşahê Babîlê serî rakir.
Di roja dehê meha dehan a nehsaliya padîşahiya Sîdqiya de Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê bi tevahiya artêşa xwe re hat Orşelîmê û artêşgeh ava kir. Li derdora sûrên wê pal çêkirin.
Heta yanzdeh saliya padîşahiya Sîdqiyayê Padîşah, bajar dorpêçkirî ma.
Di roja nehê meha çaran de li bajêr xela wisa dijwar bû ku êdî nanê gelê welêt nema.
Di sûrên bajêr de qulek hat vekirin. Tevî ku Kildaniyan seranserê bajêr dorpêç jî kiribû, padîşah bi şev bi tevahiya leşkeran re, di dergehê di navbera herdu dîwarên li ber bexçeyê padîşah re ber bi Eravayê ve reviya.
Lê artêşa Kildaniyan da pey Sîdqiyayê Padîşah û li deştên Erîhayê gihîşt wî. Tevahiya artêşa wî terka wî kir û belav bû.
Wan Sîdqiyayê Padîşah girt û bir Rîvlayê, ba Padîşahê Babîlê. Wî jî dîwana wî kir.
Kurên Sîdqiya li ber çavê wî serjê kirin, çavên wî jî derxistin. Wan ew bi zincîrên tûncîn ve girê da û bir Babîlê.
Di roja heftê meha pêncan a nozdehsaliya padîşahiya Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê de Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan ê ku xulamê Padîşahê Babîlê bû, ket Orşelîmê.
Wî agir berda Mala Xudan, qesra padîşah û tevahiya malên Orşelîmê. Tevahiya malên mezin şewitandin.
Tevahiya artêşa Kildaniyan ku bi fermandarê parêzvanan re ne, hemû sûrên Orşelîmê jî hilweşandin.
Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan kesên di bajêr de sax mane û leşkerên firar ên derbasî aliyê Padîşahê Babîlê bûne sirgûn kirin. Wî tevahiya gelê mayî ajot.
Lê fermandarê parêzvanan hinek belengazên welêt hiştin ku bibin rezvan û cotkar.
Kildaniyan stûnên tûncîn, tevî hewza tûncîn û binikên li Mala Xudan perçe kirin û tûncên wan birin Babîlê.
Sîtil, bêr, meqesên fitîlan, firaxê bixûrê û hemû taximên tûncîn birin ku pê xizmeta li Perestgehê dikirin.
Tepsik û tasik jî birin. Fermandarê parêzvanan hemû tiştên zêrîn û hemû tiştên zîvîn birin.
Tevahiya tûncê du stûnan, hewzek û binikên ku Silêman ji bo Mala Xudan çêkiribûn jî, nedihat kişandin.
Bilindahiya stûnekê hijdeh gaz bû. Serikekê wê yê tûncîn hebû û bilindahiya serik jî sê gaz bû. Li dora serik, toreke pêçayî û şiklên hinaran hebûn ku hemû ji tûncê bûn. Xemla herdu stûnan yek bû û bi şiklê torê hatibûn nexişandin.
Fermandarê parêzvanan, Serayayê Serkahin, Sefanyayê kahinê diduyan û sê dergevan dîl girtin.
Ji bajêr fermandarê ku serweriya leşkeran dikir û pênc zilamên li bajêr ên ji şêwirmendên padîşah, serleşkerê ku gelê welêt ji bo leşkeriyê dinivîsand û ji gelê welêt ê ku li bajêr bû, şêst kes birin.
Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan ew birin Rîvlayê, ba Padîşahê Babîlê.
Padîşahê Babîlê li welatê Hamayê, li Rîvlayê li wan xist û ew kuştin. Bi vî awayî Cihûda, ji welatê xwe hat sirgûnkirin.
Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê, Gedalyayê kurê Ahîqamê kurê Şafan da ser kesên li welatê Cihûda hiştibûn.
Gava tevahiya fermandar û zilamên wan bihîst ku Padîşahê Babîlê, Gedalya kiriye walî, hatin Mîspayê, ba Gedalya. Îsmaîlê kurê Natanya, Yohananê kurê Qarêah, Serayayê kurê Tanhûmetê Netofayî, Yaazanyayê kurê Maexa û zilamên wan hatin.
Gedalya ji wan û zilamên wan re sond xwar û got: “Ji serekên Kildaniyan netirsin. Li welêt rûnin, xulamiya Padîşahê Babîlê bikin û wê qencî bi we bê kirin.”
Di meha heftan de, Îsmaîlê kurê Natanyayê kurê Êlîşamayê ku ji ziriyeta padîşah e, bi deh kesan re hat. Wan li Gedalya xist. Ew tevî Cihûdayî û Kildaniyên ku li Mîspayê li ba wî bûn, mirin.
Tevahiya gel, ji biçûkan bigire heta mezinan û bi fermandaran re rabûn çûn Misrê. Çimkî ji Kildaniyan ditirsiyan.
Di sî û heft saliya sirgûnbûna Yehoyaxînê Padîşahê Cihûdayê de, di roja bîst û heftê meha duwanzdehan de ku sala ew bûbû padîşah, Ewîl-Merodakê Padîşahê Babîlê, Yehoyaxînê Padîşahê Cihûdayê ji girtîgehê berda.
Wî tiştên xweş jê re gotin û textê wî, ji textên padîşahên li Babîlê pê re ne, bilindtir danî.
Yehoyaxîn kincên xwe yên girtîgehê avêtin. Wî di tevahiya jiyana xwe ya mayî de li hizûra Padîşahê Babîlê xwarin xwar.
Di hemû rojên jiyana wî de her roj xwarina wî ji hêla padîşah ve hat dayîn.
Adem, Şêt, Enoş,
Qênan, Mahalalêl, Yered,
Henox, Metûşelah, Lamex,
Nûh, Sam, Ham û Yefet.
Kurên Yefet: Gomer, Magog, Meday, Yewan, Tûval, Meşex û Tîras.
Kurên Gomer: Aşkenaz, Dîfat û Togarma.
Kurên Yewan: Êlîşa, Tarşîş, Kîttîm û Rodanîm.
Kurên Ham: Kûş, Misrayîm, Pût û Kenan.
Kurên Kûş: Seva, Hawîla, Savta, Raema û Savtexa. Kurên Raema: Şeva û Dedan.
Kûş bavê Nemrûd bû. Nemrûd li ser rûyê erdê mêrxasê pêşî bû.
Misrayîm bavkalê Lûdiyan, Enamiyan, Lehaviyan, Naftûhiyan,
Patrûsiyan, Kaslûhiyan û Kaftoriyan bû. Filîstî ji Kaslûhiyan hatin.
Kenan bavê kurê xwe yê pêşî Sîdon û Hît bû.
Herwiha ew bavê Yevûsiyan, Amoriyan, Gîrgaşiyan,
Hîwiyan, Erqiyan, Sîniyan,
Arwadiyan, Semariyan û Hamayiyan bû.
Kurên Sam: Elam, Aşûr, Arpexşad, Lûd, Aram, Ûs, Hûl, Geter û Meşex.
Arpexşad bavê Şelah bû. Şelah bavê Êver bû.
Du kur ji Êver re çêbûn. Navê yekî Pêlêg bû, çimkî di dema wî de mirov li ser rûyê erdê belav bûn. Navê birayê wî Yoqtan bû.
Yoqtan bavê Almodad, Şelef, Hasar-Mawet, Yarah,
Hadoram, Ûzal, Dîqla,
Êval, Avîmaêl, Şeva,
Ofîr, Hawîla û Yovav bû. Ev hemû ji ziriyeta Yoqtan bûn.
Sam, Arpexşad, Şelah,
Êver, Pêlêg, Reû,
Serûg, Nahor, Têrah
û Avramê ku ew Îbrahîm e.
Kurên Îbrahîm: Îshaq û Îsmaîl.
Qeyda ziriyetên wan ev e: Nevayotê kurê pêşî yê Îsmaîl, Qêdar, Adbeyêl, Mîvsam,
Mîşma, Dûma, Massa, Hadad, Têma,
Yetûr, Nafîş û Qêdema. Ev kurên Îsmaîl in.
Kurên Qetûraya cariyeya Îbrahîm: Zîmran, Yoqşan, Medan, Mîdyan, Yîşbaq û Şûah. Kurên Yoqşan: Şeva û Dedan.
Kurên Mîdyan: Eyfa, Êfer, Henox, Avîda û Êldae. Ev hemû ji Qetûrayê bûn.
Îbrahîm bavê Îshaq bû. Kurên Îshaq: Esaw û Îsraêl.
Kurên Esaw: Êlîfaz, Reûêl, Yeûş, Yalam û Qorax.
Kurên Êlîfaz: Têman, Omar, Sefî, Gatam, Qenaz û Emalêqê ku diya wî Tîmna bû.
Kurên Reûêl: Nahat, Zerah, Şamma û Mîzza.
Kurên Seîr: Lotan, Şoval, Sîvon, Ena, Dîşon, Eser û Dîşan.
Kurên Lotan: Horî û Homam. Tîmna xwişka Lotan bû.
Kurên Şoval: Elyan, Manahat, Êval, Şefî û Onam. Kurên Sîvon: Aya û Ena.
Kurê Ena: Dîşon. Kurên Dîşon: Hamran, Eşban, Yîtran û Keran.
Kurên Eser: Bîlhan, Zaewan û Yaeqan. Kurên Dîşan: Ûs û Aran.
Beriya ku padîşahek li ser gelê Îsraêl padîşahiyê bike, padîşahên li welatê Edomê serwerî kirin ev bûn: Belayê kurê Beor, navê bajarê wî Dînhava bû.
Bela mir û Yovavê kurê Zerahê Bosrayî li cihê wî bû padîşah.
Yovav mir û Hûşamê li ser welatê Têmaniyan li cihê wî bû padîşah.
Hûşam mir û Hadadê kurê Bedadê ku li welatê Moavê Mîdyanê têk biribû, li cihê wî bû padîşah. Navê bajarê wî Ewît bû.
Hadad mir û Samlayê Masrêqayî li cihê wî bû padîşah.
Samla mir û Şawûlê Rehovot-Hannaharî li cihê wî bû padîşah.
Şawûl mir û Baal-Hananê kurê Exbor li cihê wî bû padîşah.
Baal-Hanan mir û Hadad li cihê wî bû padîşah. Navê bajarê wî Paî bû. Navê jina wî jî Mehêtavêla keça Matrêda keça Mê-Zahavê bû.
Paşê Hadad jî mir. Mîrên Edomê ev bûn: Tîmna, Elwa, Yetêt,
Oholîvama, Ela, Pînon,
Qenaz, Têman, Mîvsar,
Magdiyêl û Îram. Mîrên Edomê ev bûn.
Kurên Îsraêl: Rûbên, Şimûn, Lêwî, Cihûda, Îssexar, Zevûlon,
Dan, Ûsiv, Binyamîn, Neftelî, Gad û Aşêr.
Kurên Cihûda: Êr, Onan û Şêla. Her sê ji keça Şûaya Kenanî çêbûn. Êrê kurê pêşî yê Cihûda, di çavê Xudan de xerab bû, loma Xudan ew kuşt.
Tamara bûka wî jê re Peres û Zerah anîn. Tevahiya kurên Cihûda pênc in.
Kurên Peres: Hesron û Hamûl.
Kurên Zerah: Zîmrî, Êtan, Hêman, Kalkol û Darda. Tevahiya wan pênc kes bûn.
Kurên Karmî: Exanê ku derbarê tiştên hatin veqetandin de, bi Xudan re nedilsoz bû.
Kurê Êtan: Ezarya.
Kurên Hesron: Yerahmeyêl, Ram û Kalêv.
Ram bavê Emmînadav bû. Emmînadav bavê Nahşonê serekê Cihûdayê bû.
Nahşon bavê Salma bû. Salma bavê Bowaz bû.
Bowaz bavê Ovêd bû. Ovêd bavê Yêşa bû.
Heft kurên Yêşa çêbûn: Yê pêşî Êliyav, yê diduyan Avînadav, yê sisêyan Şîma,
yê çaran Natanêl, yê pêncan Radday,
yê şeşan Osem û yê heftan Dawid.
Xwişkên wî Serûya û Avîgayil bûn. Sê kurên Serûyayê hebûn: Avîşay, Yoav û Esahêl.
Avîgayilê Emasa anî. Bavê Emasa, Yeterê Îsmaîlî bû.
Zarokên Kalêvê kurê Hesron ji jinên wî Ezûvayê û Yerîotê çêbûn. Kurên jina wî: Yêşer, Şovav û Ardon.
Piştî ku Ezûva mir, Kalêv ji xwe re Efrat anî û wê jê re Hûr anî.
Hûr bavê Ûrî bû. Ûrî bavê Besalêl bû.
Piştre Hesron bi keça Maxîrê bavê Gîlad re raza. Ew pê re di şêst saliya xwe de zewicî bû. Jinikê Segûv jê re anî.
Segûv bavê Yayîr bû. Li welatê Gîladê bîst û sê bajarên wî hebûn.
Lê Geşûr û Aram, bajarên Yayîr û Qenat standin ku 60 gund û bajarokên wan hebûn. Tevahiya wan, ji ziriyeta Maxîrê bavê Gîlad bûn.
Piştî ku Hesron li Kalêv-Efratayê mir, Aviyaya jina wî Aşxûrê avakarê Teqoayê jê re anî.
Kurên Yerahmeyêlê kurê pêşî yê Hesron: Kurê pêşî Ram, Bûna, Oren, Osem û Ahiya.
Jineke din a Yerahmeyêl hebû û navê wê Etara bû. Ew diya Onam bû.
Kurên Ramê kurê pêşî yê Yerahmeyêl: Maes, Yamîn û Êqer.
Kurên Onam: Şammay û Yade. Kurên Şammay: Nadav û Avîşûr.
Navê jina Avîşûr, Avîhayîl bû û wê jê re Ahban û Molîd anîn.
Kurên Nadav: Seled û Appayîm. Seled bêzarok mir.
Kurê Appayîm Yîşî bû. Kurê Yîşî Şêşan bû. Kurê Şêşan Ahlay bû.
Kurên Yadeyê birayê Şammay Yeter û Yonatan bûn. Yeter bêzarok mir.
Kurên Yonatan: Pelet û Zaza. Ew ji ziriyeta Yerahmeyêl bûn.
Kurên Şêşan tunebûn, tenê keçên wî hebûn. Xulamekî Şêşan ê Misrî hebû û navê wî Yarha bû.
Şêşan keça xwe wek jin da xulamê xwe Yarha. Wê jê re Ettay anî.
Ettay bavê Natan bû. Natan bavê Zavad bû.
Zavad bavê Eflal bû. Eflal bavê Ovêd bû.
Ovêd bavê Yêhû bû. Yêhû bavê Ezarya bû.
Ezarya bavê Heles bû. Heles bavê Êlesa bû.
Êlesa bavê Sîsmay bû. Sîsmay bavê Şallûm bû.
Şallûm bavê Yeqamya bû. Yeqamya bavê Êlîşama bû.
Kurên Kalêvê birayê Yerahmeyêl: Kurê pêşî Mêşa yê avakarê Zîfê û Marêşayê avakarê Hevronê.
Kurên Hevron: Qorax, Tappûah, Reqem û Şema.
Şema bû bavê Yorqoamê bavê Raham û Reqem bû bavê Şammay.
Maon kurê Şammay û avakarê Bêtsûr bû.
Eyfaya cariyeya Kalêv, Haran, Mosa û Gazêz anîn û Heran bû bavê Gazêz.
Kurên Yahday: Regem, Yotam, Gêşan, Pelet, Eyfa û Şaef.
Maexaya cariyeya din a Kalêv, Şever û Tîrhana anîn.
Wê Şaefê avakarê Madmannayê û Şewayê avakarê Maxbênayê û Gîvayê jî anîn. Keça Kalêv jî hebû ku navê wê Exsa bû.
Kurên Kalêv ev bûn: Kurên Hûrê kurê pêşî yê Efrat ev bûn: Şovalê avakarê Qîryat-Yearîmê,
Salmayê avakarê Bêtlehemê û Harêfê avakarê Bêtgadêrê.
Şovalê avakarê Qîryat-Yearîmê bavê Haroeyiyan û nîvê Menûhotiyan bû.
Binemalên Qîryat-Yearîmê: Yattîrî, Pûtî, Şûmatî û Mîşrayî. Ji wan Sorayî û Eştaolî jî zêde bûn.
Ziriyeta Salma: Bêtlehemî, Netofayî, Etrot-Bêtyoavî, nîvê Manahatî û Sorî.
Binemalên nivîsendeyên ku li Yabêsê rûdiniştin, ev bûn: Tîratî, Şîmatî û Sûxatî. Ew Qêniyên ji ziriyeta Hammatê bavkalê Mala Rêxav in.
Kurên Dawid ên ku li Hevronê jê re çêbûn ev in: Kurê pêşî Amnonê ji Ahînoema Yîzreyêlî, yê diduyan Daniyêlê ji Avîgayila Karmelî,
yê sisêyan Avşalomê ji Maexaya keça Talmayê Padîşahê Geşûrê, yê çaran Adoniyayê ji Haggîtê,
yê pêncan Şefatyayê ji Avîtalê û yê şeşan Yîtreyamê ji Eglaya jina wî bû.
Şeş kur jê re li Hevronê çêbûn. Dawid li wir heft sal û şeş meh û li Orşelîmê jî sî û sê salan padîşahî kir.
Kurên wî yên ku li Orşelîmê çêbûn ev in: Şîma, Şovav, Natan û Silêman. Ev çar kur ji Bat-Şevaya keça Emmiyêl jê re çêbûn.
Kurên wî yên din: Yîvhar, Êlîşama, Êlîfelet,
Nogah, Nefeg, Yafiya,
Êlîşama, Êlyada û Êlîfelet. Neh kur bûn.
Tevahiya van, kurên Dawid in ku ji bilî kurên ku ji cariyeyan çêbûne. Tamar jî xwişka wan bû.
Ziriyeta Silêman: Rehovam, Aviya, Asa, Yehoşafat,
Yehoram, Ahazya, Yoaş,
Amatsya, Ezarya, Yotam,
Ahaz, Hîzqiya, Minaşşe,
Amon û Yoşiya.
Kurên Yoşiya: Kurê pêşî Yohanan, yê diduyan Yehoyaqîm, yê sisêyan Sîdqiya û yê çaran Şallûm.
Ziriyeta Yehoyaqîm: Yehoyaxîn û Sîdqiya.
Ziriyeta Yehoyaxînê êsîr: Şealtiyêl,
Malkîram, Pedaya, Şenassar, Yeqamya, Hoşama û Nedavya.
Kurên Pedaya: Zerûbbabîl û Şîmî. Kurên Zerûbbabîl: Meşûllam û Hananya. Şelomît xwişka wan bû.
Kurên din ên Zerûbbabîl: Haşuva, Ohel, Berekya, Hasadya û Yûşav-Hesed. Pênc kur bûn.
Ziriyeta Hananya: Pelatya û Îşaya, herwiha Refaya, Arnan, Ovadya û Şexanya.
Kurê Şexanya: Şemaya. Kurên Şemaya: Hattûş, Yîgal, Barîah, Naerya û Şafat. Şeş kur bûn.
Kurên Naerya: Êlyoênay, Hîzqiya û Ezrîqam. Sê kur bûn.
Kurên Êlyoênay: Hodawya, Êlyaşîv, Pelaya, Eqqûv, Yohanan, Delaya û Enanî. Heft kur bûn.
Kurên Cihûda: Peres, Hesron, Karmî, Hûr û Şoval.
Reayayê kurê Şoval bavê Yahat bû. Yahat bavê Ahûmay û Lahad bû. Binemalên Sorayî ev bûn.
Kurên Êtam ev bûn: Yîzreyêl, Yîşma û Yîdbaş. Navê xwişka wan Hasselelponî bû.
Penûêl bavê Gedor bû. Êzer bavê Hûşa bû. Ev kurên Hûrê kurê pêşî yê Efratê avakarê Bêtlehemê bûn.
Du jinên Aşxûrê avakarê Teqoa hebûn: Helah û Naera.
Naerayê jê re Ahûzzam, Hêfer, Têmenî û Haahaştarî anîn. Ev kurên Naerayê bûn.
Kurên Helah: Seret, Yîshar, Etnan,
û Qos bavê Enûv, Sovêva û binemalên Aharhêlê kurê Harûm bû.
Yabês ji birayên xwe rêzdartir bû. Diya wî gotibû: “Min ew bi êş anî” û navê Yabês lê kir.
Yabês ji Xwedayê Îsraêl lava kir û got: “Bi xweziya ku tu min pîroz bikî, sînorên min fireh bikî, destê te li pişta min be û ji bo ez êşê nekişînim tu min ji xerabiyê biparêzî!” Xwedê her tiştê ku wî xwest da wî.
Kelûvê birayê Şûha bû bavê Mehîr. Ew bû bavê Eşton.
Eşton bavê Bêtrafa, Pasêah û Tehînnayê avakarê Îr-Nahaşê bû. Ew ji Rêxayiyan bûn.
Kurên Qenaz: Otniyêl û Seraya. Kurê Otniyêl: Hatat û Meonotay.
Meonotay bavê Ofra bû. Seraya bû bavê Yoavê avakarê Gê-Haraşîm. Ew hoste bûn.
Kurên Kalêvê kurê Yefûnne: Îrû, Ela, Naem. Kurê Ela: Qenaz.
Kurên Yehallelêl: Zîf, Zîfa, Tîrya û Asarêl.
Kurên Ezra: Yeter, Mered, Êfer û Yalon. Jina wî, Miryem, Şammay û Yîşbahê avakarê Eştemoayê anîn.
Ev kurên Bîtyaya keça Firewn bûn ku Mered ji xwe re anî. Jina wî ya Cihûdayî jê re Yeredê avakarê Gedorê, Heverê avakarê Soxoyê û Yeqûtiyêlê avakarê Zanoahê anîn.
Kurên xwişka Nahama ya jina Hodiya bavkalên van bûn: Garmiyê bavê Qeîla û Eştemoayê Maexayî.
Kurên Şimûn: Amnon, Rînna, Ben-Hanan û Tîlon. Kurên Yîşî: Zohêt û Ben-Zohêt.
Kurên Şêlayê kurê Cihûda: Êrê avakarê Lêxayê, Laedayê avakarê Marêşayê û binemalên ku li Bêtaşbêayê kitanê tenik çêdikirin,
Yoqîm, Kozêvayî, Yoaş û Sarafê ku bi jinên Moavî re zewicîn û Yaşuvî-Lehem. Ev qeyd kevin in.
Ew cerçêker û şêniyên Netayîmê û Gedêrayê bûn ku xizmeta padîşah dikir.
Ziriyeta Şimûn: Nemûêl, Yamîn, Yarîv, Zerah û Şawûl,
herwiha Şallûm, Mîvsam û Mîşma.
Ziriyeta Mîşma: Hammûêl, Zakkûr û Şîmî.
Şanzdeh kur û şeş keçên Şîmî hebûn, lê zêde kurên birayên wî tunebûn. Tu binemaleke wan, bi qasî binemaleke Cihûda zêde nebû.
Li Beêr-Şevayê, Moladayê, Hasar-Şûelê,
Bîlhayê, Esemê, Toladê,
Betûêlê, Hormayê, Zîqlagê,
Bêtmarkavotê, Hasar-Sûsîmê, Bêtbiriyê û li Şaerayîmê jiyan. Heta Dawid bû padîşah, bajarên wan ev bûn.
Herwiha li van pênc gundan jî jiyan: Êtam, Eyîn, Rîmmon, Toxen û Eşan.
Tevahiya gundên li derdora wan bajaran, heta Baalê yên wan bûn. Bajarên wan ev bûn. Wan qeyda ziriyeta wan girt:
Meşovav, Yamlêk, Yoşayê kurê Amatsya,
Yoêl, Yêhûyê kurê Yoşîvyayê kurê Serayayê kurê Esiyêl,
Êlyoênay, Yaeqova, Yeşohaya, Esaya, Ediyêl, Yesîmiyêl, Benaya
û Zîzayê kurê Şîfiyê kurê Allonê kurê Yedayayê kurê Şîmriyê kurê Şemaya.
Tevahiya van navan, di nav binemalên xwe de serek bûn. Malbatên wan bi têra xwe zêde bûn.
Ji bo ku ji pezê xwe re çêre bibînin, nêzîkî Gedorê bûn, heta rojhilatê newalê çûn.
Mêrgên baş û berdar peyda kirin. Welat berfireh, aram û rihet bû. Çimkî kesên berê li wir diman, ji nifşê Ham bûn.
Ev kesên hanê, di serdema Hîzqiyayê Padîşahê Cihûdayê de hatin. Wan êrîşê konên Hamiyan kir û hemû Meûniyên li wir dijîn kuştin û tune kirin. Paşê li welatên wan rûniştin. Îro jî li wir in. Çimkî li wir, ji bo pezê wan çêre hebû.
Ji wan, ji eşîra Şimûn pênc sed kes çûn Çiyayê Seîrê. Pelatya, Naerya, Refaya û Ûzziyêlê kurên Yîşî serekên wan bûn.
Wan kesên ji Emalêqiyan sax filitîne û reviyane, girtin kuştin. Heta niha jî ew li wir dimînin.
Kurên Rûbênê kurê pêşî yê Îsraêl ev bûn. –Ew kurê pêşî bû, lê ji ber ku wî nivîna bavê xwe herimand, mafê kurê pêşî dane kurên Ûsivê kurê Îsraêl. Ji ber vê yekê Rûbên di qeyda ziriyetan de li gorî mafê kurê pêşî nehat nivîsandin.
Tevî ku Cihûda di nav birayên xwe de yê herî hêzdar bû û serwerek jî, ji nav wî derket, mafê kurê pêşî yê Ûsiv bû.–
Kurên Rûbênê kurê pêşî yê Îsraêl: Henox, Pallû, Hesron û Karmî.
Ziriyeta Yoêl: Şemaya, Gog, Şîmî,
Mîxa, Reaya, Baal
û Beêrayê ku Tîglat-Pîleserê Padîşahê Aşûrê ew sirgûn kir. Ew serekê Rûbêniyan bû.
Li gorî qeyda ziriyeta wî, birayên wî yên li ser binemalan ev bûn: Yeiyêlê Serek, Zekeriya
û Belayê kurê Ezazê kurê Şemayê kurê Yoêl. Ev li Eroêrê li ser axa heta Nebo û Baal-Meonê rûdiniştin.
Li rojhilat, ji Feratê heta axa ku digihîje çolê diman. Çimkî heywanên wan li diyarê Gîladê zêde bûn.
Di rojên Şawûl de Rûbênî li dijî Haceriyan şer kir. Wan ew têk bir û li rojhilatê Gîladê, di konên wan de rûniştin.
Gadî li diyarê Başanê, heta Selkayê nêzîkî Rûbêniyan rûdiniştin:
Yoêlê Serek, Şafamê kesê diduyan, Yanay û Şafatê Başanê.
Li gorî binemalên wan, birayên wan ev bûn: Mîxayîl, Meşûllam, Şeva, Yoray, Yakan, Zîa û Êver. Heft kur bûn.
Kurên Avîhayîlê kurê Hûriyê kurê Yaroayê kurê Gîladê kurê Mîxayîlê kurê Yeşîşayê kurê Yahdoyê kurê Bûz ev bûn.
Ahiyê kurê Evdiyêlê kurê Gûnî serekê wan binemalan bû.
Gadî li Gîlad, li Başan û gundên wê û li ser tevahiya mêrgên Şaronê rûdiniştin.
Di rojên Yotamê Padîşahê Cihûdayê û Yarovamê Padîşahê Îsraêlê de tevahiya van kesan di qeyda ziriyetan de hatin nivîsandin.
Mêrxasên eşîrên Gad û Rûbên û nîveşîra Minaşşe hebûn ku şûr û mertal bi kar dianîn, tîr davêtin û ji bo şer perwerdekirî bûn. Ew artêş ji çil û çar hezar û heft sed û şêst kesan pêk dihat.
Wan li dijî Hacerî, Yetûrî, Nafîşî û Nodaviyan şer kir.
Gava şer dikir, alîkarî dît. Xwedê Hacerî û hemû kesên bi wan re dan destê wan. Ji ber ku bi Xwedê ewle bûn, di dema şer de ji Xwedê re hewar kir û wî bersiv da.
Heywanên Haceriyan desteser kirin; pêncî hezar deve, du sed û pêncî hezar pez û du hezar kerên wan, tevî sed hezar êsîr.
Di şer de gelek kuştî ketin, çimkî ev şer ê Xwedê bû. Heta dema sirgûnê jî, li ser axa wan rûdiniştin.
Kurên nîveşîra Minaşşe li welêt rûniştin. Ji Başanê heta Baal-Hermonê û li Senîrê ango Çiyayê Hermonê zêde bûn.
Serekên binemalên wan ev bûn: Êfer, Yîşî, Êliyêl, Ezriyêl, Yêremya, Hodawya û Yahdiyêl. Ew mêrxasên, navdar, serekên binemalan bûn.
Lê ew bi Xwedayê bavkalên xwe re nedilsoz bûn û wan bi îlahên gelên welêt re zina kir ku Xwedê ew gel li ber wan helak kirin.
Loma Xwedayê Îsraêl ruhê Pûlê Padîşahê Aşûrê ango Tîglat-Pîleserê Aşûrî hişyar kir. Wî Gadî, Rûbênî û nîveşîra Minaşşe sirgûn kirin. Wî ew ber bi Halahê, Havûrê, Harayê û Çemê Gozanê ve ajotin. Heta niha jî li wir in.
Kurên Lêwî: Gêrşon, Qohat û Mêrarî.
Kurên Qohat: Emram, Yîshar, Hevron û Ûzziyêl.
Kurên Emram: Harûn, Mûsa û Miryem. Kurên Harûn: Nadav, Avîhû, Êlezar û Îtamar.
Êlezar bavê Pînehas bû. Pînehas bavê Avîşûa bû.
Avîşûa bavê Bûqî bû. Bûqî bavê Ûzzî bû.
Ûzzî bavê Zerahya bû. Zerahya bavê Merayot bû.
Merayot bavê Amarya bû. Amarya bavê Ahîtûv bû.
Ahîtûv bavê Sadoq bû. Sadoq bavê Ahîmaes bû.
Ahîmaes bavê Ezarya bû. Ezarya bavê Yohanan bû.
Yohanan bavê Ezarya bû. Wî li Mala ku Silêman li Orşelîmê ava kiribû kahintî dikir.
Ezarya bavê Amarya bû. Amarya bavê Ahîtûv bû.
Ahîtûv bavê Sadoq bû. Sadoq bavê Şallûm bû.
Şallûm bavê Hîlqiya bû. Hîlqiya bavê Ezarya bû.
Ezarya bavê Seraya bû. Seraya bavê Yehosadaq bû.
Çaxê Xudan gelê Cihûda û Orşelîmê bi destê Nebûxadnessar sirgûn kirin, Yehosadaq jî hat sirgûnkirin.
Kurên Lêwî: Gêrşon, Qohat û Mêrarî.
Kurên Gêrşon: Lîvnî û Şîmî.
Kurên Qohat: Emram, Yîshar, Hevron û Ûzziyêl.
Kurên Mêrarî: Mahlî û Mûşî. Binemalên ku li gorî eşîra Lêwî hatin nivîsandin ev in:
Ziriyeta Gêrşon: Lîvnî, Yahat, Zîmma,
Yoah, Îddo, Zerah û Yeateray.
Ziriyeta Qohat: Emmînadav, Qorax, Assîr,
Êlqana, Avyasaf, Assîr,
Tahat, Ûriyêl, Ûzziya û Şawûl.
Kurên din ên Êlqana: Emasay û Ahîmot.
Ziriyeta Ahîmot: Êlqana, Sofay, Nahat,
Êliyav, Yeroham û Êlqana.
Kurên Samûêl: Yoêlê kurê pêşî û Aviyayê kurê diduyan.
Ziriyeta Mêrarî: Mahlî, Lîvnî, Şîmî, Ûzza,
Şîma, Hagiya û Esaya.
Piştî ku Sindoqa Peymanê gihîşt cihê xwe, stranbêjên ku Dawid li Mala Xudan peywirdar kirin ev bûn.
Heta ku Silêman li Orşelîmê Mala Xudan ava kir, wan li ber meskenê Konê Hevdîtinê, bi stranbêjiya xwe xizmet dikirin. Xizmeta xwe li gorî rêbazan dikirin.
Kesên ku bi kurên xwe re xizmet dikirin ev bûn. Ji Qohatiyan: Hêmanê Stranbêjê kurê Yoêl, kurê Samûêl,
kurê Êlqana, kurê Yeroham, kurê Êliyêl, kurê Toah,
kurê Sûf, kurê Êlqana, kurê Mahat, kurê Emasay,
kurê Êlqana, kurê Yoêl, kurê Ezarya, kurê Sefanya,
kurê Tahat, kurê Assîr, kurê Avyasaf, kurê Qorax,
kurê Yîshar, kurê Qohat, kurê Lêwî, kurê Îsraêl
û li aliyê rastê yê wî, merivê wî Asafê kurê Berekya, kurê Şîma,
kurê Mîxayîl, kurê Baesêya, kurê Malkiya,
kurê Etnî, kurê Zerah, kurê Edaya,
kurê Êtan, kurê Zîmma, kurê Şîmî,
kurê Yahat, kurê Gêrşon, kurê Lêwî.
Li aliyê çep ê wan merivên wan ên Mêrariyiyan hebûn: Êtanê kurê Qîşî, kurê Evdî, kurê Mallûk,
Haşavya, kurê Amatsya, kurê Hîlqiya,
kurê Amsî, kurê Banî, Kurê Şemer,
kurê Mahlî, kurê Mûşî, kurê Merarî, kurê Lêwî.
Lêwiyiyên merivên wî hatin peywirdarkirin ku xizmeta meskenê Mala Xwedê bikin.
Lê Harûn û kurên wî, li gorî her tiştê ku Mûsayê xulamê Xwedê emir kiriye, li ser gorîgeha qurbana şewitandinê û gorîgeha bixûrê pêşkêş kirin û hemû xizmeta Cihê Herî Pîroz kirin ku ji bo gelê Îsraêl kefaretê bidin.
Ziriyeta Harûn: Êlezar, Pînehas, Avîşûa,
Bûqî, Ûzzî, Zerahya,
Merayot, Amarya, Ahîtûv,
Sadoq û Ahîmaes.
Li gorî sînoran, warên ku kurên Harûn lê rûdiniştin ev bûn: Binemalên Qohatiyan pişka pêşî stand. Bajarên wan ev bûn:
Hevrona li welatê Cihûda û mêrgên wê dan wan.
Lê zevî û gundên bajêr dan Kalêvê kurê Yefûnne.
Bajarên sitargehê dan kurên Harûn; Hevron, Lîvna û mêrgên wê, Yattîr, Eştemoa û mêrgên wê,
Hîlên û mêrgên wê, Devîr û mêrgên wê,
Eşan û mêrgên wê û Bêtşemeş û mêrgên wê.
Ji eşîra Binyamîn, Geva û mêrgên wê, Elemet û mêrgên wê û Enatot û mêrgên wê dan wan. Hejmara bajarên ku dan binemalên Qohatiyan, sêzdeh bû.
Ji bo Qohatiyên mayî, ji nîveşîra Minaşşeyê bi riya pişkê deh bajar hatin dayîn.
Li gorî binemalên wan, ji eşîrên Îssexar, Aşêr, Neftelî û ji Minaşşeya li Başanê sêzdeh bajar dan kurên Gêrşon.
Li gorî binemalên wan, bi riya pişkê ji eşîrên Rûbên, Gad û Zevûlon duwanzdeh bajar dan Mêrariyiyan.
Bi vî awayî gelê Îsraêl ew bajar û mêrg dan Lêwiyiyan.
Herwiha gel ev bajarên ku navê wan hat gotin, ji eşîrên Cihûda, Şimûn û Binyamîn bi riya pişkê dan wan.
Hinek bajarên binemalên Qohatiyan hebûn ku ji eşîra Efrayîmiyan hatibûn standin.
Bajarên sitargehê dan wan; Şexem û mêrgên wê yên li herêma çiyayî ya Efrayîmê, Gezer û mêrgên wê,
Yoqmeam û mêrgên wê, Bêthoron û mêrgên wê,
Ayalon û mêrgên wê û Gat-Rîmmon û mêrgên wê.
Ji nîveşîra Minaşşe, Anêr û mêrgên wê û Bîlam û mêrgên wê dan binemalên mayî yên Qohatiyan.
Bajarên ku dan Gêrşoniyan: Ji nîveşîra Minaşşe, Golana Başanê û mêrgên wê û Eştarot û mêrgên wê.
Ji eşîra Îssexar, Qedeş û mêrgên wê, Daverat û mêrgên wê,
Ramot û mêrgên wê û Enêm û mêrgên wê.
Ji eşîra Aşêr, Maşal û mêrgên wê, Evdon û mêrgên wê,
Hûqoq û mêrgên wê û Rehov û mêrgên wê.
Ji eşîra Neftelî, Qedeşa Celîleyê û mêrgên wê, Hammon û mêrgên wê û Qîryatayîm û mêrgên wê.
Bajarên dan Mêrariyiyên ku Lêwiyiyên mayî ne: Ji eşîra Zevûlon, Rîmmono û mêrgên wê û Tavor û mêrgên wê.
Li Erîhayê wêdetir, li rojhilatê Çemê Şerîayê, ji eşîra Rûbên, Besera li deştê ye û mêrgên wê, Yahsa û mêrgên wê,
Qedêmot û mêrgên wê û Mefaet û mêrgên wê.
Ji eşîra Gad, Ramota li Gîladê û mêrgên wê, Mahanayîm û mêrgên wê,
Heşbon û mêrgên wê û Yazêr û mêrgên wê.
Kurên Îssexar: Tola, Pûa, Yaşûv û Şîmron. Çar kur bûn.
Kurên Tola: Ûzzî, Refaya, Yeriyêl, Yahmay, Yîvsam û Samûêl. Ev serekên binemalên Tola bûn. Li gorî qeyda ziriyeta Tola, ew mêrxasên nifşê xwe bûn. Di rojên Dawid de hejmara wan bîst û du hezar û şeş sed kes bûn.
Kurê Ûzzî: Yîzrahya. Kurên Yîzrahya: Mîxayîl, Ovadya, Yoêl û Yîşşiya. Her pênc jî serekên binemalan bûn.
Li gorî qeyda ziriyetê, artêşa wan ji sî û şeş hezar kesan pêk dihat. Çimkî xweyên gelek jin û zarokan bûn.
Li gorî qeyda ziriyetê, hejmara mêrxasên wî yên binemalên Îssexar heştê û heft hezar şervan bû.
Kurên Binyamîn: Bela, Bexer û Yedyeyêl. Sê kur bûn.
Pênc kurên Bela hebûn: Esbon, Ûzzî, Ûzziyêl, Yerîmot û Îrî. Ew mêrxas û serekên binemalan bûn. Li gorî qeyda ziriyetê, hejmara wan bîst û du hezar û sî û çar kes bûn.
Kurên Bexer: Zemîra, Yoeş, Êliyezer, Êlyoênay, Omrî, Yerêmot, Aviya, Enatot û Elemet. Ev hemû kurên Bexer bûn.
Li gorî qeyda ziriyetê, hejmara serek û mêrxasên wan bîst hezar û du sed kes bû.
Kurê Yedyeyêl: Bîlhan. Kurên Bîlhan: Yeûş, Binyamîn, Êhûd, Kenaena, Zêtan, Tarşîş û Ahîşahar.
Kurên Yedyeyêl mêrxas bûn û tevahiya wan serekên binemalan bûn. Li gorî qeyda ziriyetê, hejmara wan hivdeh hezar û du sed kes bû.
Kurên Îr: Şuppîm û Huppîm. Kurê Ahêr: Huşîm.
Kurên Neftelî: Yahsiyêl, Gûnî, Yêser û Şallûm. Ev ji ziriyeta Bîlha bûn.
Kurên Minaşşe: Asriyêlê ji cariyeya Aramî û Maxîr. Maxîr, bavê Gîlad bû.
Maxîr, Maexaya ku xwişka Huppîm û Şuppîm bû ji xwe re anî. Kurê diduyan ê Maxîr Selofhad bû. Tenê keçên Selofhad hebûn.
Maexaya jina Maxîr kurek anî. Navê wî Pereş danî. Navê birayê wî Şereş bû. Ûlam û Reqem, kurên Şereş bûn.
Kurê Ûlam: Bedan. Ziriyeta Minaşşe, kurê Maxîr, kurê Gîlad ev bûn.
Hammolexeta xwişka Gîlad, Îşxod, Aviyezer û Mahla anîn.
Kurên Şemîda: Ahyan, Şexem, Lîqhî û Anîam.
Ziriyeta Efrayîm: Şûtelah, Bered, Tahat, Êleda, Tahat,
Zavad û Şûtelah, herwiha Êzer û Êlad. Gatiyên ku li welêt çêbûne, Êzer û Êlad kuştin. Çimkî dihatin ku heywanên wan talan bikin.
Efrayîmê bavê wan bi rojan şîn dikir. Birayên wî hatin teseliya wî.
Bi jina xwe re raza. Jinik bi zaro ma û kurek anî. Bavê wî navê Beriya li kurik kir, çimkî li mala wî bela hebû.
Şeera keça wî bû ku Bêthorona Jorîn û Jêrîn, Ûzzen-Şeerayê ava kiribûn.
Ziriyeta Beriya: Refah, Reşef, Telah, Tahan,
Ladan, Emmîhûd, Êlîşama,
Nûn û Yêşû.
Milk û bajarên Efrayîmiyan ev bûn: Bêt-Êlê û gundên wê, li aliyê rojhilat Naeran, li aliyê rojava Gezer û gundên wê, Şexem û gundên wê, heta Eyayê û gundên wê,
herwiha li ser sînorên eşîra Minaşşeyiyan, Bêtşean û gundên wê, Taenax û gundên wê, Megîddo û gundên wê, Dor û gundên wê bûn. Kurên Ûsivê kurê Îsraêl li van bajaran rûniştin.
Kurên Aşêr: Yîmna, Yîşwa, Yîşwî û Beriya. Serah xwişka wan bû.
Kurên Beriya: Hever û Malkiyêlê avakarê Bîrzayîtê.
Hever bavê Yaflet, Şomêr, Hotam û Şûaya xwişka wan bû.
Kurên Yaflet: Pasak, Bîmhal û Eşwat. Ew kurên Yaflet bûn.
Kurên Şemêr: Ahî, Rohga, Yehûbba û Aram.
Kurên Hêlemê birayê wî: Sofah, Yîmna, Şêleş û Emal.
Kurên Sofah: Sûah, Harnefer, Şûel, Bêrî, Yîmra,
Beser, Hod, Şamma, Şîlşa, Yîtran û Beera.
Kurên Yeter: Yefûnne, Pîspa û Ara.
Kurên Ûlla: Arah, Hanniyêl û Rîsya.
Tevahiya van kesan ji ziriyeta Aşêr bûn. Ew mêrxasên bijare, serekên binemalan û rêberên naskirî bûn. Li gorî qeyda ziriyetê, ew bîst û şeş hezar şervan bûn.
Binyamîn bavê Belayê kurê xwe yê pêşî, yê diduyan Aşbêl, yê sisêyan Ahrah,
yê çaran Noha û yê pêncan Refa bû.
Kurên Bela: Addar, Gêra, Avîhûd,
Avîşûa, Naeman, Ahoah,
Gêra, Şefûfan û Hûram.
Kurên Êhûd serekên binemalên ku li Gevayê diman bûn û ber bi Manahatê ve hatin sirgûnkirin:
Naeman, Ahiya û Gêrayê ku wî ew veguhestibûn. Gêra bavê Ûzza û Ahîhûd bû.
Piştî ku Şaharayîm jinên xwe Hûşîm û Baera berdan, li çola Moavê bû bavê zarokan.
Kurên wî yên ji Hodeşa jina wî: Yovav, Sîvya, Mêşa, Malkam,
Yeûs, Saxeya û Mîrma. Ev kurên Şaharayîm bûn û serekên binemalan bûn.
Wî ji jina xwe Hûşîmê jî bû bavê Avîtûv û Êlpael.
Kurên Êlpael: Êver, Mîşam û Şemedê ku bajarên Ono û Lod û gundên wê ava kirin,
Beriya û Şemayê ku serekên binemalên li Ayalonê diman. Wan şêniyên Gatê revandin.
Ahyo, Şaşaq, Yerêmot,
Zevadya, Erad, Eder,
Mîxayîl, Yîşpa û Yoha kurên Beriya bûn.
Zevadya, Meşûllam, Hizqî, Hever,
Yîşmeray, Yîzliya û Yovav jî kurên Êlpael bûn.
Yaqîm, Zikrî, Zavdî,
Êliyênay, Sîlletay, Êliyêl,
Edaya, Beraya û Şîmrat kurên Şîmî bûn.
Yîşpan, Êver, Êliyêl,
Evdon, Zikrî, Hanan,
Hananya, Elam, Entotiya,
Yîfdeya û Penûêl kurên Şaşaq bûn.
Şamşeray, Şeharya, Etalya,
Yaereşya, Êliya û Zikrî kurên Yeroham bûn.
Li gorî qeyda ziriyetê, serekên binemalan ev bûn ku li Orşelîmê rûniştin.
Yeiyêlê avakarê Gîvonê li wir dima. Navê jina wî Maexa bû.
Kurê wî yê pêşî Evdon bû. Paşê Sûr, Qîş, Baal, Nadav,
Gedor, Ahyo, Zeker
û Mîqlotê bavê Şîma bûn. Ew li ba birayên xwe li Orşelîmê rûniştin.
Nêr bavê Qîş bû. Qîş bavê Şawûl bû. Şawûl bavê Yonatan, Malkî-Şûa, Avînadav û Eşbaal bû.
Yonatan bavê Merîv-Baal bû. Merîv-Baal bavê Mîxa bû.
Kurên Mîxa: Pîton, Melek, Tarêa û Ahaz.
Ahaz bavê Yehoeda bû. Yehoeda bavê Elemet, Ezmawet û Zîmrî bû. Zîmrî bavê Mosa bû.
Ziriyeta Mosa ev bûn: Bînea, Refa, Êlesa û Asêl.
Şeş kurên Asêl hebûn ku navên wan Ezrîqam, Boxerû, Îsmaîl, Şaerya, Ovadya û Hanan bûn. Ev hemû, kurên Asêl bûn.
Kurên Êşeqê birayê wî: Ûlamê kurê pêşî, yê diduyan Yeûş û yê sisêyan Êlîfelet.
Kurên Ûlam şervanên mêrxas û tîravêj bûn. Zarok û neviyên wî gelek bûn. Hejmara wan sed û pêncî bûn. Tevahiya wan Binyamînî bûn.
Tevahiya gelê Îsraêl li gorî qeyda ziriyetên xwe hat hejmartin. Ev kes di Nivîsa Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin. Ji ber nedilsoziya xwe, Cihûdayî ber bi Babîlê ve hatin sirgûnkirin.
Kesên pêşî yên ku li ser milkên wan û li bajarên wan rûniştin ev bûn: Hinek ji gelê Îsraêl, kahin, Lêwiyî û peywirdarên Perestgehê.
Hinek Cihûdayî, Binyamînî, Efrayîmî û Minaşşeyiyên li Orşelîmê diman:
Ûtayê kurê Emmîhûdê kurê Omriyê kurê Îmriyê kurê Banî, ev ji kurên Peresê kurê Cihûda bûn.
Ji Şêlayiyan: Esayayê kurê pêşî û kurên wî.
Ji Zerahiyan: Yeûêl. Hejmara mirovên wan 690 kes bû.
Ji Binyamîniyan: Sallûyê kurê Meşûllamê kurê Hodawyayê kurê Hassenûa,
Yîvneyayê kurê Yeroham, Elayê kurê Ûzziyê kurê Mîxrî û Meşûllamê kurê Şefatyayê kurê Reûêlê kurê Yîvniya.
Li gorî qeyda ziriyetê, ew 956 kes bûn. Tevahiya wan serekên binemalan bûn.
Ji kahinan: Yedaya, Yehoyarîv, Yaxîn,
Ezaryayê kurê Hîlqiyayê kurê Meşûllamê kurê Sadoqê kurê Merayotê kurê Ahîtûvê Serpeywirdarê Mala Xwedê
û Edayayê kurê Yerohamê kurê Paşxûrê kurê Malkiya û Maesayê kurê Ediyêlê kurê Yahzêrayê kurê Meşûllamê kurê Meşillêmîtê kurê Îmmêr.
Ev serekên binemalan bûn. Tevî birayên wan, hejmara wan 1.760 kes bû ku ji bo xizmeta Mala Xwedê peywirdarên jêhatî bûn.
Ji Lêwiyiyan: Şemayayê kurê Haşşûvê kurê Ezrîqamê kurê Haşavyayê ji Mêrariyiyan,
Baqbaqar, Hereş, Galal û Mattanyayê kurê Mîxayê kurê Zikriyê kurê Asaf,
Ovadyayê kurê Şemayayê kurê Galalê kurê Yedûtûn û Berekyayê kurê Asayê kurê Êlqanayê ku li gundên Netofayiyan dima.
Dergevanên Perestgehê: Şallûm, Eqqûv, Talmon, Ahîman û birayên wan. Şallûm serekê wan bû
ku heta niha li ber Dergehê Padîşah li aliyê rojhilat disekinin. Ev dergevanên artêşgeha Lêwiyiyan bûn.
Şallûmê kurê Qorêyê kurê Avyasafê kurê Qorax û binemalên wî ango Qoraxî. Ew berpirsiyarên xizmetê û dergevanên Kon bûn. Bavkalên wan nobedarên ketina artêşgeha Xudan bûn.
Berê Pînehasê kurê Êlezar serwerê wan bû. Xudan pê re bû.
Zekeriyayê kurê Meşelemya li ber deriyê Konê Hevdîtinê dergevan bû.
Hejmara dergevanên hilbijartî 212 bû. Ew li gundên xwe, li gorî qeyda ziriyetê hatin nivîsandin. Dawid û Samûêlê Zanyar ew peywirdar kiribûn.
Bi vî awayî ew û kurên wan nobedarên li ber dergehên Mala Xudan ango dergehên Kon bûn.
Li çar aliyan dergevan hebûn; rojhilat, rojava, bakur û başûr.
Birayên wan ên li gundan carcaran dihatin û heft rojan li ba wan diman.
Çimkî çar serdergevanên Lêwiyî hebûn ku li ser ode û xezîneyên Mala Xwedê bûn.
Bi şev jî li dora Mala Xwedê diman. Çimkî nobedariya wir li ser wan bû û diviyabû her sibe wê vekin.
Hinek ji wan berpirsiyarên taximên xizmetê bûn. Çimkî gava dianîn hundir û derdixistin derve, dijmartin.
Hinek kesên din jî berpirsiyarên taximên din û taximên cihê pîroz, arvanê hûr, şerab, zeyt, gunî û biharatan bûn.
Lê tenê kurên kahinan dikaribûn biharatan tevlihev û amade bikin.
Mattîtyayê kurê pêşî yê Şallûmê Qoraxî ku ji Lêwiyiyan bû, berpirsiyarê karê çêkirina nanê ser sêlê bû.
Herwiha birayên Qohatiyan berpirsiyarên Nanê Xêrê bûn ku her Sept amade dikirin.
Stranbêj serekên binemalên Lêwiyiyan bûn û li odeyên Perestgehê diman. Ji ber ku şev û roj karê wan hebû, karekî din nedikirin.
Li gorî qeyda ziriyetê, serekên binemalên Lêwiyiyan ev bûn. Ew li Orşelîmê diman.
Yeiyêlê avakarê Gîvonê li wir dima. Navê jina wî Maexa bû.
Kurê wî yê pêşî Evdon bû. Paşê Sûr, Qîş, Baal, Nêr, Nadav,
Gedor, Ahyo, Zekeriya û Mîqlot jî hebûn.
Mîqlot jî bavê Şîmam bû. Ew li ba birayên xwe li Orşelîmê rûniştin.
Nêr bavê Qîş bû. Qîş bavê Şawûl bû. Şawûl bavê Yonatan, Malkî-Şûa, Avînadav û Eşbaal bû.
Yonatan bavê Merîv-Baal bû. Merîv-Baal bavê Mîxa bû.
Kurên Mîxa: Pîton, Melek, Tahrêa û Ahaz.
Ahaz bavê Yada bû. Yada bavê Elemet, Ezmawet û Zîmrî bû. Zîmrî bavê Mosa bû.
Ziriyeta Mosa ev bûn: Bînea, Refaya, Êlesa û Asêl.
Şeş kurên Asêl hebûn ku navên wan Ezrîqam, Boxerû, Îsmaîl, Şaerya, Ovadya û Hanan bûn. Kurên Asêl ev bûn.
Filîstî bi gelê Îsraêl re ketin şer. Ew ji ber Filîstiyan reviyan. Gelek kuştî li Çiyayê Gilboayê ketin.
Filîstî ketin pey Şawûl û kurên wî. Wan Yonatan, Avînadav û Malkî-Şûayê kurên Şawûl kuştin.
Şer bi Şawûl re giran bû. Ew ji aliyê tîravêjên Filîstî ve hat birîndarkirin.
Şawûl ji çekdarê xwe re got: “Şûrê xwe bikişîne û li min bixe. Yan na, wê ev bêsinet bên û tinazên xwe bi min bikin.” Lê çekdarê wî gelek tirsiya û nexwest. Li ser vê yekê Şawûl rabû şûrê xwe kişand û xwe avêt ser şûr.
Gava çekdar dît Şawûl miriye, wî jî xwe avêt ser şûr û mir.
Şawûl, sê kurên wî û tevahiya mala wî bi hev re mirin.
Gava hemû gelê Îsraêl ê li deştê dît ku artêş reviyaye û Şawûl û kurên wî jî mirine, wan jî bajarên xwe berdan û reviyan. Filîstî hatin û li wan bajaran bicih bûn.
Roja din Filîstî vegeriyan ku kuştiyan bişelînin. Wan cendekê Şawûl û kurên wî jî li Çiyayê Gilboayê dîtin.
Wan Şawûl şeland. Wan ser û çekên wî rakirin. Piştre wan qasid şandin seranserê welatê xwe ku vê xebera baş di nav gel û pûtên xwe de belav bikin.
Çekên Şawûl xistin mala îlahên xwe û serê wî li perestgeha Dagon mîx kir.
Lê gava Yavêş-Gîladiyan bihîst ku Filîstiyan ev tişt aniye serê Şawûl,
hemû mêrxas rabûn, cendekên Şawûl û kurên wî hildan, birin Yavêşê. Piştre hestiyên wan di bin darberûya li Yavêşê de veşartin. Heft rojan rojî girtin.
Bi vî awayî Şawûl ji ber nedilsoziya xwe mir. Ew bi Xudan re nedilsoz bû û gotina Xudan pêk neanî. Bi ser de jî, ji bo riyekê nîşanî wî bide, wî şêwra xwe bi cinbazekê kir.
Wî ji Xudan şîretê nexwest. Xudan ew kuşt û padîşahî spart Dawidê kurê Yêşa.
Tevahiya gelê Îsraêl li Hevronê li ba Dawid civiya û jê re got: “Em xwîn û goştê te ne.
Dema Şawûl padîşah bû, tu fermandarê gelê Îsraêl bûyî. Xwedayê te Xudan ji te re got: ‘Tê bibî şivanê gelê min Îsraêl. Tê li ser gelê min Îsraêl bibî serwer.’”
Hemû rîspiyên gelê Îsraêl li Hevronê hatin ba Dawid û wî li wir li ber Xudan bi wan re peymanek çêkir. Li gorî gotina Xudan ku bi riya Samûêl da, wan Dawid wekî Padîşahê gelê Îsraêl kifş kir.
Dawid bi tevahiya gelê Îsraêl re çû Orşelîmê ku navê din Yevûs e. Gava hatin dera şêniyên Yevûsê bû,
wan ji Dawid re got: “Tê nekevî vê derê!” Lê Dawid asêgeha Siyonê bi dest xist. Paşê navê wê bû Bajarê Dawid.
Dawid got: “Kesê pêşî êrîşî Yevûsiyan bike, wê bibe serek û fermandar.” Yoavê kurê Serûya pêşî çû û bi vî awayî bû serek.
Dawid li asêgehê rûnişt. Ji ber vê yekê “Bajarê Dawid” jê re tê gotin.
Wî ji Mîlloyê heta sûrên dorhêlê, çermedorê bajêr ava kir. Yoav aliyê din ê bajêr nû kir.
Her ku diçû hêza Dawid mezintir dibû. Xudanê Karîndar pê re bû.
Li ser gotina Xudan ku wî da gelê Îsraêl, serekên mêrxasên Dawid bi gelê Îsraêl re ew kir padîşah û piştgiriya wî kir.
Mêrxasên Dawid ev bûn: Serekê Sê Mêrxasan, Yaşovamê Haxmonî. Wî rima xwe li dijî sê sed kesan rakir û di êrîşekê de ew kuştin.
Paşê, Êlezarê kurê Dodoyê Ahohî ku ji sê mêrxasan yek e.
Gava Filîstî li Pas-Dammîmê ji bo şer kom bûbûn, Êlezar li ba Dawid bû. Li wir zeviya ceh hebû. Di wê navberê de gelê Îsraêl ji ber wan reviyabûn,
lê Êlezar û Dawid li nava zeviyê sekinîn. Wan ew der parastibû û Filîstî kuştibûn. Xudan bi serfiraziyeke mezin ew rizgar kirin.
Ji Sî Serekan sê kes çûn ba Dawidê ku li zinarê Şikefta Edûllamê dima. Artêşa Filîstiyan li Deşta Refayîmê artêşgeh danîbû.
Di wê navê de Dawid li asêgehê, yekîneya din a Filîstiyan jî li Bêtlehemê bûn.
Dawid bi hêvî got: “Xwezî yekî ji bîra li ber dergehê Bêtlehemê av ji min re bianiya!”
Ev her Sê Mêrxas, ji nava artêşgeha Filîstiyan derbas bûn û ji bîra li ber dergehê Bêtlehemê av kişandin û ji Dawid re anîn. Lê Dawid nexwest vexwe. Wî av rijand û pêşkêşî Xudan kir
û got: “Ya Xwedayê min, kirina vê yekê bila ji min dûr be. Ma ez xwîna van kesan vexwim?! Wan canên xwe xistin xeterê ku wan bînin.” Ji ber vê yekê nexwest avê vexwe. Mêrxasiya hersêyan bi vî awayî bû.
Avîşayê birayê Yoav serekê Sê Mêrxasên din bû. Rima xwe bilind kir û sê sed kes kuştin. Ji ber vê yekê bi qasî her Sê Mêrxasan nav da.
Ew pêşengê her Sê Mêrxasan bû û di nav wan de kesê herî navdar bû. Lê yek ji Sê Mêrxasan nehat hesibandin.
Benayayê Qavseyêliyê kurê Yehoyada şervanekî wêrek bû. Karên mezin pêk anî. Du Moaviyên dilşêr kuştin. Herwiha di rojeke berfê de daket çalekê û li wir şêrekî kuşt.
Wî li Misriyekî bejinbilind kuşt ku bi qasî pênc gazî bû. Di destê kesê Misrî de, rimeke bi qasî şivê berikçêkeran hebû. Benaya bi darekî êrîşî wî kir. Rim ji destê wî derxist û pê kuşt.
Tiştên ku Benayayê kurê Yehoyada kiribûn ev bûn. Bi vê riyê, ew jî bi qasî her sê mêrxasan navdar bû.
Benaya her çiqas di nav Sî Serekan de yê herî navdar jî bû, lê ew ji Sê Mêrxasan nehat hesibandin. Dawid ew kir fermandarê parêzvanên xwe.
Mêrxasên din ev bûn: Esahêlê birayê Yoav, Êlhananê kurê Dodoyê Bêtlehemî,
Şammotê Harorî, Helesê Pelonî,
Îrayê kurê Îqqêşê Teqoayî, Aviyezerê Enatotî,
Sîbbexayê Huşayî, Îlayê Ahohî,
Mahrayê Netofayî, Hêledê kurê Baenayê Netofayî,
Îttayê kurê Rîvayê ji Gîvaya Binyamîniyan, Benayayê Pîretonî,
Hûrayê ji geliyên Gaeşê, Aviyêlê Ervayî,
Ezmawetê Baharûmî, Êlyahbayê Şaelbonî,
kurên Haşêmê Gîzonî, Yonatanê kurê Şagêyê Hararî,
Ahiyamê kurê Saxarê Hararî, Êlîfalê kurê Ûr,
Hêferê Mexêrayî, Ahiyayê Pelonî,
Hesroyê Karmelî, Naerayê kurê Ezbay,
Yoêlê birayê Natan, Mîvharê kurê Hagrî,
Seleqê Emmonî, Nahrayê Beêrotiyê çekdarê Yoavê kurê Serûya,
Îrayê Yattîrî, Garêvê Yattîrî,
Ûriyayê Hîtîtî, Zavadê kurê Ahlay,
Edînayê kurê Şîzayê Rûbênî, serekekî Rûbêniyan û sî kesên pê re,
Hananê kurê Maexa, Yoşafatê Mîtanî,
Ûzziyayê Eşterayî, Yeiyêl û Şamayê kurên Hotamê Eroêrî,
Yedyeyêlê kurê Şîmrî, birayê wî Yohayê Tîsî,
Êliyêlê Mahawî, Yerîvay û Yoşawyayê kurên Êlnaem, Yîtmayê Moavî,
Êliyêl, Ovêd û Yaesiyêlê Mesovayî.
Gava Dawid ji ber Şawûlê kurê Qîş xwe vedişart, ev kes li Zîqlagê hatin ba wî. Ev ji mêrxasên ku di şer de alîkarên wî bûn.
Ew tîravêj bûn ku dikaribûn bi destê çepê û rastê tîran bavêjin û keviran bivirvirînin. Ew Binyamînî û merivên Şawûl ev bûn:
Ahiyezerê serekê wan, Yoaş, herdu kurên Şemaeyê Gîvayî, Yeziyêl û Peletê ku kurên Ezmawet bûn, Beraka, Yêhûyê Enatotî,
Yîşmayayê Gîvonî ku yek ji Sî Mêrxasan bû û serekê wan bû, Yêremya, Yahaziyêl, Yohanan, Yozavadê Gederayî,
Êlûzay, Yerîmot, Bealya, Şemarya, Şefatyayê Harûfî,
Êlqana, Yîşşiya, Ezarêl, Yoezer û Yaşovamê ku Qoraxî bûn,
Yoela û Zevadyayê kurên Yerohamê Gedorî.
Hinek kes ji Gadiyan veqetiyan û li sitargeha beriyê hatin ba Dawid. Ew ji şer re amade bûn, mêrxasên wêrek bûn ku rim û mertalên wan wekî rûyê şêran bûn. Wekî xezalên çiyê beza bûn.
Ew kes ev bûn: Serekê wan Êzer, yê diduyan Ovadya, yê sisêyan Êliyav,
yê çaran Mîşmanna, yê pêncan Yêremya,
yê şeşan Ettay, yê heftan Êliyêl,
yê heştan Yohanan, yê nehan Êlzavad,
yê dehan Yêremya, yê yanzdehan jî Maxbannay bû.
Ev Gadî, serdarên artêşê bûn. Qelsê wan beramberî sed zilaman, jêhatiyê wan beramberî hezar zilaman bû.
Dema di meha pêşî de Çemê Şerîayê rabûbû, kesên ku xwe lê xistin û derbasî aliyê din bûn, ev bûn. Tevahiya kesên ku di deştan de rûdiniştin, ber bi rojhilat û rojava ve revandin.
Ji kurên Cihûda û Binyamîn jî hinek kes hatin sitargehê, ba Dawid.
Dawid rabû çû pêşwaziya wan û ji wan re wiha got: “Heke hûn ji bo alîkarî û aştiyê hatine ba min, dilê me yek e. Lê tevî ku min zordarî nekiribe û hûn hatibin min radestî dijminên min bikin, bila Xwedayê bavkalên me vê yekê bibîne û cezayê vê bide.”
Ruhê Xwedê hat ser Emasayê Pêşengê Sî Serekan û jê re got: “Ya Dawid, em ên te ne! Ya kurê Yêşa, em bi te re ne! Silav li te, silav! Silav li alîkariyên te jî! Çimkî Xwedayê te alîkariya te dike.” Dawid ew birin ba xwe û ew kirin serekê êrîşkaran.
Gava Dawid bi Filîstiyan re çû ku şerê Şawûl bike, hinek Minaşşeyî derbasî aliyê Dawid bûn. Lê belê, Dawid û mêrxasên wî bi rastî alîkariya Filîstiyan nekir. Çimkî serekên Filîstî şêwra xwe kir û got: “Wê Dawid guh nede serekê me, here aliyê Şawûlê xweyê xwe û bi vî awayî wê serê me here.” Li ser vê yekê wan ew ji ba xwe şand.
Gava Dawid diçû Zîqlagê ev serhezarên Minaşşeyiyan derbasî aliyê wî bûn: Edna, Yozavad, Yedyeyêl, Mîxayîl, Yozavad, Êlîhû û Sîlletay.
Li dijî êrîşkarên dijminan, wan alîkariya Dawid kir. Çimkî hemû mêrxasên wêrek û fermandar bûn.
Her roj mirov dihatin ku alîkariya Dawid bikin. Heta ku Dawid bû xweyê artêşeke mezin, ev rewş berdewam kir.
Li gorî fermana devê Xudan, ji bo ku padîşahiya Şawûl bidin destê Dawid, hejmara serekên çekdarên ku ji Hevronê hatin ba wî ev in:
Ji Cihûdayiyan, şervanên bi rim û mertal û ji şer re amade bûn, şeş hezar û heşt sed kes.
Ji Şimûniyan, mêrxasên ji şer re amade, heft hezar û sed kes.
Ji Lêwiyiyan, çar hezar û şeş sed kes.
Yehoyadayê serekê binemala Harûn û pê re sê hezar û heft sed kes.
Sadoqê ku mêrxasekî ciwan bû û ji binemala wî, bîst û du serek.
Ji Binyamîniyan ango merivên Şawûl, sê hezar kes. Heta wê demê, piraniya wan dilsozê Mala Şawûl bûn.
Ji Efrayîmiyan, bîst hezar û heşt sed kes, mêrxasên ku di nav binemalên xwe de navdar bûn.
Ji nîveşîra Minaşşe, hijdeh hezar kesên ku ji bo Dawid bikin padîşah, bi taybet hatine diyarkirin.
Ji Îssexariyan, du sed fêmdarên ku zanibûn gelê Îsraêl divê kengê çi bike. Serekên wan du sed kes bûn û serweriya wan li ser tevahiya birayên wan hebû.
Ji Zevûloniyan, pêncî hezar şervanên ku ji şer re amade bûn û her cure çek bi kar dianîn hebûn. Wan bi dil can alîkariya Dawid dikirin.
Ji Nefteliyiyan, hezar fermandar û tevli wan sî û heft hezar kesên bi rim û mertal.
Ji Daniyan, bîst û heşt hezar û şeş sed şervanên ji şer re amade.
Ji Aşêriyan, çil hezar şervanên ji şer re amade û bikêrhatî.
Ji Gadiyan, Rûbêniyan û nîveşîra Minaşşe ku li rojhilatê Çemê Şerîayê diman, sed û bîst hezar çekdarên ji şer re amade û xweyê her cure çekan.
Hemû şervanên ku rêz bi rêz hatin Hevronê, bi dilê xwe biryar daye ku Dawid li ser tevahiya gelê Îsraêl bikin padîşah. Hemû kesên gelê Îsraêl ên din jî, ji bo padîşahiya wî yek dil bûn.
Ew sê rojan li wir bi Dawid re man. Xwarin û vexwarin. Çimkî birayên wan, ji bo wan amadekarî kiribûn.
Merivên wan ên heta welatên Îssexar, Neftelî û Zevûlon li ser ker, deve, hêstir û dewaran, bi têra xwe xwarin anîn; arvan, bastîqê hejîran, weşiyên mêwîjan, şerab, zeyt, pez û dewar. Li welatê Îsraêl kêfxweşî hebû.
Dawid bi serhezar, sersed û serekan şêwirî.
Paşê wî ji tevahiya civaka Îsraêl re got: “Heke bi dilê we û Xwedayê me Xudan be, em ji birayên me yên ku li seranserê welatê Îsraêl dimînin, tevî kahin û Lêwiyiyên ku li bajarên bi mêrg dimînin re qasidan bişînin ku werin bi me re bicivin.
Wê gavê em Sindoqa Xwedayê xwe ji xwe re bînin, çimkî di rojên Şawûl de me guh nedayê.”
Tevahiya civakê pejirand û got: “Baş e.” Di çavê tevahiya gel de ev yek rast bû.
Dawid ji Çemê Şîhora Misrê heta Levo-Hamatê tevahiya gelê Îsraêl civand ku Sindoqa Xwedê ji Qîryat-Yearîmê bîne.
Dawid û tevahiya gelê Îsraêl çûn Baalaya Cihûdayê ku Sindoqa Xwedê Xudanê ku bi navê wî tê zanîn û li ser xerûban text çêkiriye, bînin. Navê din ê Baalayê, Qîryat-Yearîm e.
Sindoqa Xwedê danîn ser erebeyeke nû û ji Mala Avînadav derxistin. Ûzza û Ahyo erebe diajotin.
Dawid û tevahiya gelê Îsraêl li ber Xwedê, bi hemû hêza xwe, bi stran, çeng, tembûr, def, zîl û boriyan şahî kir.
Dema gihîştin Bêndera Kîdonê ga terpilîn. Ûzza destê xwe dirêj kir ku sindoqê bigire.
Hêrsa Xudan li Ûzza rabû û lê xist. Çimkî wî destê xwe dirêjî sindoqê kiribû. Ew li wir, li ber Xwedê mir.
Dawid hêrs bû ku Xudan li Ûzza xist. Ji wê rojê û pê ve ji vir re Peres-Ûzza tê gotin.
Dawid wê rojê ji Xwedê tirsiya û got: “Ezê çawa Sindoqa Xwedê bînim ba xwe?”
Wî sindoq nebir Bajarê Dawid, ba xwe. Wî ew bir mala Ovêd-Edomê Gatî.
Sindoqa Xwedê sê mehan li mala Ovêd-Edom ma. Xudan mala Ovêd-Edom û hemû tiştên wî pîroz kirin.
Hîramê Padîşahê Sûrê ji Dawid re qasid, darên sedrê, necar û hosteyên keviran şandin ku ji bo wî qesrekê çêkin.
Bi vî awayî Dawid fêm kir ku Xudan ew li ser gelê Îsraêl kir padîşah û ji bo gelê wî Îsraêl padîşahiya wî gelekî mezin kir.
Dawid li Orşelîmê ji xwe re zêdetir jin anîn. Dawid careke din bû bavê kur û keçan.
Navê zarokên wî yên ku jê re li Orşelîmê çêbûn ev in: Şammûa, Şovav, Natan, Silêman,
Yîvhar, Êlîşûa, Êlpelet,
Nogah, Nefeg, Yafiya,
Êlîşama, Bealyada û Êlîfelet.
Gava Filîstiyan bihîst ku Dawid li ser tevahiya gelê Îsraêl wekî padîşah hatiye kifşkirin, hemû Filîstî ji bo li Dawid bigerin ketin rê. Dawid bi vê yekê hesiya û çû pêşwaziya wan.
Filîstî hatibûn, êrîşî Deşta Refayîmê kiribûn.
Dawid ji Xwedê pirs kir û got: “Ez êrîşî Filîstiyan bikim? Tê wan bidî destê min?” Xudan jê re got: “Bike, ezê wan bidim destê te.”
Li ser vê yekê, Dawid çû Baal-Perasîmê û li wir Filîstî têk birin. Paşê wî got: “Çawa ku lehî hildiweşîne, Xwedê jî dijminên min bi destê min hilweşandin.” Ji ber vê yekê, navê wir danîn Baal-Perasîm.
Filîstiyan îlahên xwe li wir hiştin û li gorî fermana Dawid, ew hatin şewitandin.
Filîstiyan careke din êrîşî wê deştê kir.
Dawid dîsa ji Xwedê pirsî. Xwedê jê re got: “Ji vî alî ve êrîş neke. Wan ji paş ve dorpêç bike û li ber darên belesanê êrîşî wan bike.
Dema te ji jora darên belesanê dengê meşê bihîst, dest bi şer bikî. Çimkî Xwedê da pêşiya te û wê artêşa Filîstiyan têk bibe.”
Çawa ku Xwedê lê emir kiriye, Dawid wiha kir. Wan artêşa Filîstiyan ji Gîvonê heta Gezerê têk bir.
Nav û dengê Dawid li seranserê hemû welatan belav bû. Xudan tirsa Dawid xist dilê tevahiya miletan.
Dawid ji bo xwe li Bajarê Dawid mal ava kirin. Wî ji bo Sindoqa Xwedê jî cih amade kir û ji bo wê kon veda.
Wê gavê Dawid got: “Xudan Lêwiyî hilbijartin ku Sindoqa Xudan hilgirin û heta hetayê jê re xizmetê bikin. Loma ji bilî Lêwiyiyan, wê kesek Sindoqa Xwedê hilnegire.”
Dawid tevahiya gelê Îsraêl li Orşelîmê civand ku Sindoqa Xudan derxin cihê ku wî amade kiriye.
Dawid kurên Harûn û Lêwiyî civandin:
Ji Qohatiyan, Ûriyêlê Serek û sed û bîst merivên wî,
ji Mêrariyiyan, Esayayê Serek û du sed û bîst merivên wî,
ji Gêrşoniyan, Yoêlê Serek û sed û sî merivên wî,
ji Êlîsafaniyan, Şemayayê Serek û du sed merivên wî,
ji Hevroniyan, Êliyêlê Serek û heştê merivên wî
û ji Ûzziyêliyan, Emmînadavê Serek û sed û duwanzdeh merivên wî.
Paşê Dawid gazî Sadoqê Kahin, Aviyatarê Kahin û Ûriyêl, Esaya, Yoêl, Şemaya, Êliyêl û Emmînadav kir ku Lêwiyî bûn.
Ji wan re got: “Hûn serekên binemalên Lêwiyiyan in. Hûn û birayên xwe, xwe paqij û pîroz bikin û Sindoqa Xwedayê Îsraêl Xudan derxin cihê ku min amade kiriye.
Ji ber ku cara din we ew hilnegirt, Xwedayê me Xudan em ceza kirin. Çimkî em li gorî rêbazan tevnegeriyabûn.”
Kahin û Lêwiyiyan xwe paqij û pîroz kir ku Sindoqa Xwedayê Îsraêl Xudan derxin jor.
Li gorî gotina Xudan û emrê Mûsa, Lêwiyiyan destiyên Sindoqa Xwedê hildan ser milên xwe.
Dawid, ji serekên Lêwiyiyan xwest ku ew stranbêjên ku li amûrên muzîkê, li çeng, tembûr û zîlan dixin û bi şahî û dengên bilind distrên, peywirdar bikin.
Îcar Lêwiyiyan Hêmanê kurê Yoêl, ji mirovên wî Asafê kurê Berekya û Êtanê kurê Qûşayayê Mêrarî peywirdar kirin.
Ji bo alîkariya wan bikin, wan ji dergevanan Zekeriya, Yaeziyêl, Şemîramot, Yehiyêl, Ûnnî, Êliyav, Benaya, Maesêya, Mattîtya, Êlîfelêhû, Mîqnêya, Ovêd-Edom û Yeiyêl jî peywirdar kirin.
Ji stranbêjan, ji bo lêxistina zîlên tûncî, Hêman, Asaf û Êtan,
ji bo lêxistina tembûran bi awayê Elamot, Zekeriya, Eziyêl, Şemîramot, Yehiyêl, Ûnnî, Êliyav, Maesêya û Benaya
û ji bo serkariya bi lêxistina sazên heşt têlî, Mattîtya, Êlîfelêhû, Mîqnêya, Ovêd-Edom, Yeiyêl û Ezazya hatin peywirdarkirin.
Kenanyayê serekê Lêwiyiyan, serkarê sazbendiyê bû. Çimkî ew fêmdarê van tiştan bû.
Berekya û Êlqana dergevanên Sindoqa Peymanê bûn.
Şevanya, Yoşafat, Natanêl, Emasay, Zekeriya, Benaya û Êliyezer ku kahin bûn, li ber Sindoqa Xwedê li boriyan dixistin. Ovêd-Edom û Yehiya dergevanên cihê Sindoqa Peymanê bûn.
Dawid bi rîspiyên gelê Îsraêl û serhezaran re çû ku Sindoqa Peymana Xudan bi kêfxweşî ji mala Ovêd-Edom bîne.
Ji ber ku Xwedê alîkariya Lêwiyiyên ku Sindoqa Peymana Xudan hildigirtin kir, wan heft conega û heft beran qurban kirin.
Dawid, tevahiya Lêwiyiyên ku sindoq hildigirtin, stranbêj û Kenanyayê serkarê sazbendiyê, xiftanên kitan li xwe kiribûn. Dawid êfoda kitanê tenik jî li xwe kiribû.
Bi vî awayî tevahiya gelê Îsraêl bi qîrînên şahiyê û dengê boriyê, bi zirne, bi zîl, bi çeng û bi tembûran Sindoqa Peymana Xudan dianî.
Gava Sindoqa Peymana Xudan hat Bajarê Dawid, Mîkala keça Şawûl di pencereyê re nêrî. Dema wê dît Dawidê Padîşah direqise û şahî dike, Mîkalê di dilê xwe de ew kêm dît.
Wan Sindoqa Xwedê anî û li nav konê ku Dawid ji bo wê çêkiriye danî. Wan qurbanên aştiyê û şewitandinê pêşkêşî Xwedê kirin.
Piştî ku Dawid qurbanên aştiyê û şewitandinê pêşkêş kirin, wî bi navê Xudan gel pîroz kir.
Wî li her kesekî ji gelê Îsraêl, çi jin çi mêr, nanek, bastîqê tirî û bastîqê xurmeyan belav kirin.
Ji bo ku li ber Sindoqa Xudan xizmetê bikin, navê Xwedayê Îsraêl Xudan bilêv bikin, şikir bikin û pesindanê xwe pê bikin, wî ev Lêwiyî peywirdar kirin:
Serekê wan Asaf, kesê duyê Zekeriya, kesên din jî Yeiyêl, Şemîramot, Yehiyêl, Mattîtya, Êliyav, Benaya, Ovêd-Edom û Yeiyêl bûn. Wê ev kes li çeng û tembûran bixistana, Asaf wê li zîlên dengbilind bixista,
Benayayê Kahin û Yahaziyêlê Kahin jî wê li ber Sindoqa Peymana Xwedê herdem li boriyê bixistana.
Wê rojê Dawid cara pêşî karê pesindana Xudan da destê Asaf û birayên wî.
Şikir ji Xudan re bikin, gazî navê wî bikin! Di nav miletan de bidin bihîstin karên wî!
Bi stran û lavijan pesnê wî bidin, Hemû kerametên wî bêjin!
Bi navê wî yê pîroz pesnê xwe bidin, Bila dilê kesên li Xudan digerin şa bibe!
Li Xudan û li hêza wî bigerin, Herdem li rûyê wî bigerin.
Nîşan û kerametên wî, Hikmên ku ji devê wî derketine, bi bîr bînin!
Ya ziriyeta Îsraêlê xulamê wî! Ya kurên Aqûb ên hilbijartî!
Xwedayê me Xudan ew e, Hikmên wî li seranserê dinyayê ne.
Heta hetayê peymana wî Û gotina wî ya ku ji hezar nifşî re gotiye bi bîr bînin
Peymana ku bi Îbrahîm re çêkir Û sonda ku ji Îshaq re xwariye.
Wî ev wekî qanûn bi Aqûb re, Wekî peymaneke herheyî bi Îsraêl re çêkir
Û got: “Wekî para we ya ji mîrasê, Ezê welatê Kenanê bidim we.”
Wê gavê hejmara we hindik bû, Gelek kêm bûn, li wir xerîb bûn.
Ew milet bi milet, Ji padîşahiyekê derbasî nav miletên din dibûn.
Lê Xudan nehişt ku kes zorê li wan bike Û ji bo xatirê wan erzê padîşahan şikand.
Wî got: “Dest nedin kifşkiriyên min, Xerabiyê bi pêxemberên min nekin.”
Ya tevahiya dinyayê, stranekê ji Xudan re bistrînin! Mizgîniya rizgariya wî roj bi roj bidin.
Rûmeta wî li nav miletan, Karên wî yên nedîtî li nav hemû gelan belav bikin!
Çimkî Xudan mezin e û pir hêjayî pesindanê ye, Ji nav hemû îlahan, ê herî biheybet ew e.
Çimkî her îlahekî gelan tenê pût e, Lê Yê ku ezman afirandin Xudan e.
Heşmet û rewnaqî li ber wî ne, Hêz û şahî li dera wî ne.
Ya binemalên gelan, pesnê Xudan bidin! Pesnê hêz û rûmeta Xudan bidin,
Pesnê rûmeta navê Xudan bidin. Pêşkêşiyan bînin û bikevin hizûra wî. Bi cilên pîroz li ber Xudan herin ser çokan!
Ya tevahiya dinyayê, li ber wî bilerizin! Dinya asê hat dayîn, naleqe.
Bila ezman şa be, erd dilgeş be! Bila di nav miletan de bê gotin: “Xudan padîşah e!”
Bila derya bi hemû tiştên di nav de bike xuşîn! Bila zevî û hemû yên tê de dilgeş bin!
Bila darên daristanê li ber Xudan bi kêfxweşî biqîrin. Çimkî ew tê ku dîwana dinyayê bike.
Şikir bikin ji Xudan re çimkî ew qenc e. Dilovaniya wî her û her e.
Bêjin: “Ya rizgarkarê me Xwedê, me rizgar bike! Me bicivîne, me ji nav miletan xilas bike Ku em ji navê te yê pîroz re şikir bikin, Bi rûmeta te pesnê xwe bidin.
Bila Xwedayê Îsraêl Xudan, Ji herheyiyê heta hetayê pîroz be!” Hemû gel got: “Amîn!” û pesnê Xudan da.
Dawid hişt ku Asaf û birayên wî li ber Sindoqa Peymana Xudan, her roj li gorî karê rojê, xizmetê bikin.
Ovêd-Edom û ji birayên wî şêst û heşt kes jî li wir bûn. Hosa û Ovêd-Edomê kurê Yedûtûn dergevanên wir bûn.
Sadoqê Kahin û birayên wî yên kahin li bilindciyê perizînê yê Gîvonê, li ber Meskenê Xudan mabûn
ku li gorî tevahiya nivîsandina di Şerîeta ku Xudan li gelê Îsraêl emir kir, her sibe û êvar li ser gorîgeha qurbana şewitandinê pêşkêşiyên şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin.
Tevî wan jî Hêman, Yedûtûn û yên din ên hatin hilbijartin û peywirdarkirin ku şikirdariya Xudan şikir bikin. Çimkî “Dilovaniya wî her û her e.”
Hêman û Yedûtûn ji borî, zîl û amûrên muzîkê yên ku ji bo stranên pesindana Xwedê pêwist bûn, berpirsiyar bûn. Yedûtûnî jî bûn dergevan.
Paşê tevahiya gel vegeriya mala xwe. Dawid ji bo ku mala xwe pîroz bike, vegeriya malê.
Piştî ku li qesra xwe rûnişt, Dawid ji Natanê pêxember re got: “Va ye ez di mala dara sedrê de rûdinim. Lê Sindoqa Peymana Xudan di bin perdeyên konî de ye!”
Natan ji Dawid re got: “Hemû tiştên tu difikirî pêk bîne. Xwedê bi te re ye.”
Wê şevê gotina Xwedê ji Natan re hat û got:
“Here ji xulamê min Dawid re bêje: ‘Xudan wiha dibêje: Tê ji min re malekê ava nekî ku ez tê de rûnim!
Ji roja ku min gelê Îsraêl deranî û vir ve, ez di malê de qet rûneniştime. Ez di konekî û meskenekî de diçûm û dihatim.
Li her dera ku ez bi tevahiya gelê Îsraêl re çûmê, ma min heta îro ji dadgerekî ku min emir kir ku şivantiya gelê min bike re gotiye: We çima ji bo min maleke ji dara sedrê ava nekir?’
“Niha ji xulamê min Dawid re bêje: ‘Xudanê Karîndar wiha dibêje: Min tu ji mêrgan, ji şivantiya ber pêz anî ku tu bibî serwerê gelê min Îsraêl.
Tu bi ku ve diçûyî, ez bi te re bûm. Min hemû dijminên te, ji ber te tune kirin. Ezê navê te bikim wekî navekî mirovên mezin ên vê dinyayê.
Ezê ji bo gelê xwe Îsraêl cihekî kifş bikim û li wir daçikînim ku li welatê xwe rûnin û careke din neyên acizkirin. Wê kesên xerab jî wekî demên berê,
ji rojên min dadger li ser gelê Îsraêl kifş kirin, êdî zordarî nekin. Ezê tevahiya dijminên te nizim bikim. “‘Ez Xudan dibêjim, ezê ji te re malekê ava bikim.
Dema tu bimirî û bigihîjî bav û kalên xwe, ezê piştî te yekî ji kurên te derînim û padîşahiya wî xurt bikim.
Wê ji bo min malekê ava bike. Ezê jî textê wî her û her bidomînim.
Ezê bibim bavê wî, wê bibe kurê min. Ezê dilsoziya ku min ji padîşahê beriya te standibû, ji te nestînim.
Ezê wî li ser mal û padîşahiya xwe her û her kifş bikim. Wê textê wî her û her xurt bimîne.’”
Natan li gorî tevahiya van gotin û vê dîtiniyê ji Dawid re got.
Li ser vê yekê Dawidê Padîşah hat li ber Xudan rûnişt û wiha got: “Ya Xwedê Xudan, ez kî me û mala min çi ye ku te ez anîm vê rewşê?
Ya Xwedê, di çavê te de ev tiştekî biçûk bû. Li ser pêşeroja mala vî xulamê xwe jî te soz da. Ya Xwedê Xudan, tu çawa ku ez mirovekî mezin bim, li min mêze dikî!
Ji ber vê rûmeta ku te da xulamê xwe, ez wekî din çi dikarim ji te re bêjim! Ji ber ku tu xulamê xwe nas dikî.
Ya Xudan, ji bo xatirê xulamê xwe û li ser daxwaza dilê xwe, te ev mezinahî kir ku ev tiştên mezin bên zanîn.
“Ya Xudan, yekî wekî te tuneye. Ji xeynî te Xwedê tuneye! Me ev hemû bi guhên xwe bihîstine.
Li dinyayê miletekî ku bişibe gelê te Îsraêl tuneye. Tu rabûyî ku wan rizgar bikî û wan bikî gelê te. Te bi karên mezin û tirsehêz nav û deng da. Te milet ji ber gelê xwe qewitandin ku te ji Misrê rizgar kiribû.
Te ji bo herheyî gelê xwe Îsraêl kir gelê xwe. Ya Xudan, tu jî bûyî Xwedayê wan!
“Ya Xudan, bila gotina te ya te li ser xulamê xwe û mala wî gotibû, heta hetayê pêk be. Çawa ku te got bike.
Wê navê te bi gotina ‘Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar, Xwedayê gelê Îsraêl e!’ heta hetayê mezin bimîne û bê bibîrkirin. Wê Mala Dawidê xulamê te jî li ber çavê te xurt bibe.
“Ya Xwedayê min! Te ji xulamê xwe re got: ‘Ezê ji bo te xanedanekê deynim.’ Ji ber vê yekê xulamê te dikare li hizûra te duayê bike.
Ya Xudan, tu Xwedê yî û te ji xulamê xwe re ev tişta baş got.
Niha ji bo ku heta hetayê li ber te bidome, ez ji te lava dikim ku tu mala xulamê xwe pîroz bikî. Ya Xudan, ji bo ku te ew pîroz kir, wê heta hetayê pîroz bimîne.”
Piştî demekê Dawid Filîstî têk birin û kirin bin dest. Wî Gat û gundên wê ji destê Filîstiyan standin.
Wî Moavî jî têk birin û ew bûn xulam û bacdarên Dawid.
Dawid, li nêzîkî Hamayê Hadadezerê Padîşahê Sovayê têk bir. Wî dixwest padîşahiya xwe heta Çemê Feratê xurt bike.
Dawid hezar erebeyên şer, heft hezar siwarî û bîst hezar leşkerên peya jê girtin. Ji bilî sed hespên erebeyên şer, wî hemû hesp seqet kirin.
Gava Aramiyên Şamê ji bo ku piştgiriya Hadadezerê Padîşahê Sovayê bikin hatin, Dawid ji Aramiyan bîst û du hezar kes kuştin.
Paşê li welatê Aramiyên Şamê, leşkerên xwe bi cih kirin. Ew jî bûn xulam û bacdarên wî. Dawid bi ku ve çû Xudan ew bi ser xist.
Dawid mertalên zêr ên di destên fermandarên Hadadezer de hildan û ew birin Orşelîmê.
Herwiha ji Tîvhat û Kûnê, wî gelek tûnc talan kir ku ev herdu bajar di bin destê Hadadezer de bûn. Paşê Silêman bi wan, hewza tûncîn, stûn û taximên tûncîn çêkirin.
Gava Toûyê Padîşahê Hamayê bihîst ku Dawid hemû artêşa Hadadezerê Padîşahê Sovayê têk bir,
wî Hadoramê kurê xwe şand ba Dawidê Padîşah ku silavê bide wî û serketina wî ya li dijî Hadadezer pîroz bike. Çimkî Toû li dijî Hadadezer şer dikir. Di destê Hadoram de diyariyên zêr, zîv û tûnc hebûn.
Dawidê Padîşah ew diyarî, tevî zêr û zîvên ji hemû miletan –ji Edomî, Moavî, Emmonî, Filîstî û Emalêqiyan– anîn, ji Xudan re bexişandin.
Avîşayê kurê Serûyayê, li Geliyê Xwê hijdeh hezar Edomî kuştin.
Wî li Edomê leşkerên xwe bi cih kirin. Edomî bûn xulamên Dawid. Xudan li her derî Dawid serfiraz kir.
Dawid li seranserê welatê Îsraêl padîşahî kir. Wî rastî û edalet da gelê xwe.
Yoavê kurê Serûya serleşkerê artêşê bû. Yehoşafatê kurê Ahîlûd dîroknivîsê dewletê bû.
Sadoqê kurê Ahîtûv û Ahîmelekê kurê Aviyatar kahin bûn. Şawşa nivîsende bû.
Benayayê kurê Yehoyada serekê Kerêtî û Peletiyan bû. Kurên Dawid li ser xizmetkarên padîşah bûn.
Piştî demekê Nahaşê Padîşahê Emmoniyan mir û kurê wî li cihê wî bû padîşah.
Dawid ji xwe re got: “Ji ber ku bavê wî bi min re dilsoz bû, ezê jî bi Hanûnê kurê Nahaş re dilsoz bim.” Li ser mirina bavê wî, ji bo sersaxiyê, qasid şandin ba Hanûn. Gava xulamên Dawid ji bo sersaxiyê gihîştin welatê Emmoniyan ku sersaxiya Hanûn bike,
serekên Emmoniyan ji Hanûn re got: “Bi şandina kesan ji bo sersaxiya bavê te, ma ji te kirî, Dawid qedrê bavê te digire? Ev xulam hatine ba te. Gelo ev xulam, ne ji bo casûsî, sixûrî û tevlihevkirina welêt hatibin?”
Li ser vê yekê, Hanûn xulamên Dawid desteser kirin, rihên wan qusandin, kirasên wan heta qorikê birîn û ew şandin.
Ew bi vî awayî vegeriyan. Gava Dawid hesiya, wî şand pey wan. Çimkî zilamên wî pir rezîl bûn. Padîşah got: “Heta rihê we dirêj bibe, li Erîhayê bimînin, paşê vegerin.”
Gava Emmoniyan dît ku li ber çavê Dawid reş bûne, Hanûn û Emmonî, ji bo ku ji xwe re siwar û erebeyên şer kirê bikin, hezar telant zîv şandin Aram-Naharayîm, Aram-Maexa û Sovayê.
Ji xwe re sî û du hezar erebeyên şer û Padîşahê Maexayê girtin. Ew jî hatin û li ber Mêdevayê artêşgeh danî. Emmonî ji bajarên xwe civiyan û hatin şer.
Gava Dawid ev yek bihîst, Yoav û tevahiya mêrxasên artêşê şandin.
Emmonî rabûn, li ber dergehê bajêr tevdîra şer kir. Padîşahên ku ji bo alîkariyê hatibûn jî li derveyî bajêr amadehiya şer kir.
Gava Yoav li pêş û paş yekîneyên neyaran dîtin, wî hinek leşkerên bijare yên gelê Îsraêl hilbijartin û ew li dijî Aramiyan rêz kirin.
Yekîneyên mayî, wî xistin bin fermandariya Avîşayê birayê xwe û wan li dijî Emmoniyan tevdîra şer kir.
Yoav got: “Heke Aramî zora min bibin, were aliyê min. Lê heke Emmonî zora te bibin, ezê bêm aliyê te.
Hêzdar bin! Ji bo xatirê bajarên gelê xwe û Xwedayê xwe, divê em wêrek bin! Bila Xudan bi ya xwe bike.”
Dema Yoav û kesên pê re, ji bo li dijî Aramiyan şer bikin xwe avêtin pêşiyê, Aramî ji ber wan reviyan.
Emmoniyên ku dîtin Aramî direvin, ji ber Avîşayê birayê Yoav reviyan û ketin bajêr. Wê gavê Yoav vegeriya Orşelîmê.
Gava Aramiyan dît ku ew li ber gelê Îsraêl têk çûn, wan qasid şandin û gazî Aramiyên li rojhilatê Feratê kir. Şofaxê fermandarê artêşa Hadadezer li ser serê wan bû.
Gava Dawid bi vê yekê hesiya, wî artêşa gelê Îsraêl da hev û Çemê Şerîayê derbas kir. Ew hat ba wan û tevdîra şer kir. Piştî ku Dawid li dijî Aramiyan tevdîra şer kir, wan şer kir.
Lê Aramî ji ber gelê Îsraêl reviyan. Dawid ji wan, heft hezar leşkerên erebeyan û çil hezar leşkerên peya kuştin. Wî Şofaxê fermandar jî kuşt.
Xulamên Hadadezer ji ber gelê Îsraêl têk çûn. Loma ew bi Dawid re aş bûn û jê re bûn xulam. Bi vî awayî Aramiyan nexwest ku alîkariya Emmoniyan bikin.
Di biharê de, gava padîşah diçin seferê, Yoav artêş derxist seferê. Dema Yoav welatê Emmoniyan helak kir û bajarê Rabbayê dorpêç kir, Dawid li Orşelîmê dima. Yoav êrîşî Rabbayê kir û hilweşand.
Dawid taca Padîşahê Emmoniyan ji serê wî hilda. Wî dît ku tac bi kevirên hêja hatibû nexşkirin û giraniya wê bi qasî telantek zêr bû. Wan ew tac da serê Dawid. Dawid ji bajêr gelek talan bir.
Gelê ku li wê derê dijiya, ji malên wan derxist, ew di karên ku bi birek, tevrê hesinî û bivir dihatin kirin de da xebitandin. Dawid ev yek li hemû bajarên Emmoniyan pêk anî. Paşê bi artêşa xwe re vegeriya Orşelîmê.
Piştî demekê bi Filîstiyan re li Gezerê şer derket. Di wî şerî de Sîbbexayê Huşayî, Sîppayê ji ziriyeta Refa kuşt. Filîstî têk çûn.
Di navbera gelê Îsraêl û Filîstiyan de dîsa şer derket. Êlhananê kurê Yayîr, Lahmiyê birayê Golyatê Gatî kuşt ku destiyê rima wî wekî darê tevnê bû.
Li Gatê careke din şer derket. Li wir zilamekî bejinbilind hebû ku dest û lingên wî şeştilî bûn. Bi giştî bîst û çar tiliyên wî hebûn. Ew jî, ji ziriyeta Refa bû.
Gava zilam tinazê xwe bi gelê Îsraêl kir, Yonatanê kurê Şîmayê birayê Dawid ew kuşt.
Ew ji ziriyeta Refa bûn û li Gatê diman. Ew bi destê Dawid û zilamên wî hatin kuştin.
Îblîs li dijî gelê Îsraêl rabû û Dawid sor kir ku gelê Îsraêl bijmêre.
Dawid ji Yoav û fermandarên din re got: “Herin, gelê Îsraêl, ji Beêr-Şevayê heta Danê bijmêrin û xeberê ji min re bînin ku ez hejmara wan bizanibim.”
Yoav got: “Xudan gelê xwe, sed qat zêdetir bike. Lê ezbenî, ma ev tev ne xulamên xweyê min padîşah in? Xweyê min çima vê bixwaze? Çima bixwaze gelê Îsraêl bixe nava sûcdaran?”
Gotina padîşah ji gotina Yoav serdestir derket. Bi vî awayî Yoav rabû, li seranserê welatê Îsraêl geriya û hat Orşelîmê.
Yoav encama hejmartinê ji Dawid re got: Li tevahiya Îsraêlê milyonek û sed hezar û li Cihûdayê çar sed û heftê hezar şûrkêş hebûn.
Lê di nav wan de eşîrên Lêwî û Binyamîn nehejmartin. Çimkî gotina padîşah, ji bo Yoav kirêt bû.
Ev tişt di çavê Xwedê de xerab bû. Li ser vê yekê wî gelê Îsraêl ceza kir.
Dawid ji Xwedê re got: “Bi kirina vê yekê min gunehekî mezin kir! Ez lava dikim, sûcê xulamê xwe bibexişîne. Min bêaqiliyeke mezin kir.”
Xudan bi Gadê zanyarê Dawid re peyivî.
Wî got: “Here ji Dawid re bêje: ‘Xudan wiha dibêje: Ez sê xal datînim ber te. Yekî ji wan hilbijêre ku ez bînim serê te.’”
Gad çû ba Dawid û jê re got: “Xudan wiha dibêje: ‘Tu çi dixwazî,
sê salan xela, helakbûna sê mehan ji ber şûrê dijminên te yên ku didin pey te, yan jî sê rojên şûrê Xudan ên ku kul bikeve welatê te û milyaketê Xudan seranserê welatê Îsraêl xera bike?’ Niha baş bifikire, ezê bersiveke çawa bidim Yê ku ez şandime.”
Dawid ji Gad re got: “Tengasiya min mezin e. Dixwazim bikevim destê Xudan, çimkî rehma wî mezin e. Ez nakevim destê mirovan.”
Li ser vê yekê Xudan kul şand ser welatê Îsraêl. Heftê hezar kes ji gelê Îsraêl mirin.
Xwedê milyaketek şand ku Orşelîmê tune bike. Lê dema milyaket dikir wê tune bike, Xudan ew dît û fikra xwe ya hilweşandinê guhert. Ji milyaketê ku tune dikir re got: “Bes e! Destê xwe bikişîne.” Milyaketê Xudan, li ber bêndera Ornanê Yevûsî disekinî.
Dawid serê xwe rakir û dît ku milyaketê Xudan di navbera erd û ezmanan de sekiniye. Di destê wî de şûrê tazî hebû ku li dijî Orşelîmê dirêj kiribû. Dawid û rîspiyên gel ku bi çûx rapêçayîbûn, deverû çûn erdê.
Dawid ji Xwedê re got: “Ma kesê dixwest gelê wî bê hejmartin ne ez im? Min guneh kir. Min xerabiya mezin kir. Ma vî pezî çi kiriye? Ya Xwedayê min Xudan, lava dikim bila destê te li dijî min û mala bavê min be, lê vê kulê ji ser gel rake.”
Milyaketê Xudan ji Gad re got: “Ji Dawid re bêje: ‘Here, li bêndera Ornanê Yevûsî ji Xudan re gorîgehekê çêke.’”
Çawa ku Gad bi navê Xudan got, Dawid rabû çû.
Ornanê ku genim gêre dikir, li pişt xwe zivirî û milyaket dît. Çar kurên wî yên ku pê re bûn, xwe veşart.
Dawid ber bi Ornan ve dihat. Gava Ornan Dawid dît, ji bênderê derket û li pêş Dawid deverû çû erdê.
Dawid ji Ornan re got: “Vê bênderê, bi çi bihayî be bifiroşe min. Ezê li vir, ji Xudan re gorîgehekê çêkim ku kul ji nav gel rabe.”
Ornan ji Dawid re got: “Bila ya te be! Bila xweyê min padîşah tiştê di çavê wî de baş e, bike. Ezê ji bo qurbanên şewitandinê, gayan, ji bo êzing, cercereyan û ji bo pêşkêşiya dexlê jî, genim bidim. Ez hemûyan didim te.”
Dawidê Padîşah ji Ornan re got: “Na, ezê tevahiya bihayê wê bidim û bikirim. Ez malê te ji bo Xudan nastînim û qurbana şewitandinê pêşkêş nakim ku min heqê wê nedaye.”
Bi vî awayî Dawid ji bo wî cihî, şeş sed şekel zêr da Ornan.
Dawid li wir ji Xudan re gorîgehekê çêkir û qurbanên aştiyê û şewitandinê pêşkêş kirin. Wî gazî Xudan kir û Xudan li ser gorîgeha qurbana şewitandinê, ji ezmanan bi êgir bersiva wî da.
Xudan ferman da milyaket, wî jî şûrê xwe xist kalên.
Di wê demê de, gava Dawid dît ku Xudan li ber bêndera Ornanê Yevûsî bersiva wî da, rabû li wir qurban serjê kirin.
Di vê navberê de Meskenê Xudan a ku Mûsa li beriyê çêkiribû û gorîgeha qurbana şewitandinê li Gîvonê, li bilindciyê perizînê bûn.
Lê ji bo ku ew ji şûrê milyaketê Xudan gelekî ditirsiya, Dawid nikaribû biçe wir û ji Xwedê şîretê bixwaze.
Dawid got: “Wê Mala Xwedê Xudan û gorîgeha qurbana şewitandinê ya ji bo gelê Îsraêl li vir bin.”
Dawid ferman da ku xerîbên li welatê Îsraêl bicivînin û kevirbiran peywirdar bikin ku ji bo avakirina Mala Xwedê kevirên necirandî amade bikin.
Dawid ji bo baskên deriyan bizmar, hesinên pevgirtinê û ji bo milên wê bi qasî ku nayê pîvandin tûnc peyda kir.
Wî bi qasî ku nayên hejmartin, darên sedrê jî peyda kirin. Çimkî Saydayî û Sûrî ji Dawid re gelek darên sedrê anîbûn.
Dawid got: “Kurê min Silêman xort û xeşîm e û Mala ku ji bo Xudan bê avakirin, divê gelek mezin û li hemû welatan navdar û birûmet be. Ji ber vê yekê ezê amadekariya wê bikim.” Dawid beriya mirina xwe, amadekariyeke mezin kir.
Dawid gazî kurê xwe Silêman kir û lê emir kir ku ji bo Xwedayê Îsraêl Xudan malekê ava bike.
Dawid ji Silêman re got: “Kurê min, di dilê min de hebû ku ji bo navê Xwedayê xwe Xudan min malekê ava bikira.
Lê gotina Xudan ji min re hat û got: ‘Te gelek xwîn rijand û şerên mezin kirin. Tê ji bo navê min Malê ava nekî, çimkî te li dinyayê li ber çavê min gelek xwîn rijand.
Va ye, wê kurek ji te re çêbe ku wê bibe mirovê aştiyê. Ezê li her derê, ji hemû dijminên wî aştiyê bidim wî. Wê navê wî, Silêman be û ezê di rojên wî de aştî û aramiyê bidim gelê Îsraêl.
Wê bi navê min Malê ava bike. Wê ji min re bibe kur, ezê jê re bibim bav. Ezê textê padîşahiya wî li ser gelê Îsraêl her û her bidomînim.’
“Ya kurê min! Bila Xudan bi te re be ku tu bi avakirina Mala Xwedayê xwe Xudan bi ser bikevî, çawa ku wî li ser te got.
Bila Xudan serwextî û fêmdariyê jî bide te ku gava ew te bike serwerê gelê Îsraêl, tê Şerîeta Xwedayê xwe Xudan pêk binî.
Heke tu qanûn û hikmên ku Xudan ji bo gelê Îsraêl li Mûsa emir kir, pêk bînî, wê karê te baş pêşve here. Hêzdar û wêrek be, netirse û neşikê.
“Min bi zehmetî ji bo Mala Xudan sed hezar telant zêr, milyonek telant zîv û tûnc û hesinê ku nayê pîvan, peyda kirin. Min dar û kevir jî peyda kirin. Tê li wan zêde jî bikî.
Li ba te gelek karker hene: Kevirbir, karkerên dar û keviran û her cure hosteyên jêhatî.
Zêr, zîv, tûnc, hesinê te yê bêhejmar heye. Rabe, destpê bike! Bila Xudan bi te re be.”
Dawid, li hemû serekên gelê Îsraêl emir kir ku alîkariya Silêmanê kurê wî bikin û got:
“Ma Xwedayê we Xudan ne bi we re ye? Ma li her derê rihetî neda we? Wî şêniyên welêt dan destê min û welat di bin destê Xudan û gelê wî de ye.
Niha bi dil û can biryar bidin ku hûn li Xwedayê xwe Xudan bigerin. Rabin, Pîrozgeha Xwedê Xudan ava bikin. Bila Sindoqa Peymana Xudan û taximên wî yên pîroz bînin nav maleke ku ji bo navê Xudan bê avakirin.”
Gava Dawid kal bû û ji jiyanê têr bû, wî Silêmanê kurê xwe kir Padîşahê gelê Îsraêl.
Wî kahin, Lêwiyî û tevahiya serekên gelê Îsraêl civandin.
Lêwiyiyên sî salî û mezintir hatin hejmartin, hejmara wan sî û heşt hezar kes bû.
Bîst û çar hezar ji wan serkarên Mala Xudan bûn. Şeş hezarên wan peywirdar û dadger bûn.
Çar hezarên wan dergevan bûn. Çar hezar kes jî, bi amûrên muzîkê ku Dawid ji bo pesindana Xudan digot min ew çêkirine, şikirdariya Xudan dikir.
Dawid ew li gorî kurên Lêwî; Gêrşon, Qohat û Mêrarî dabeş kirin.
Kurên Gêrşoniyan: Ladan û Şîmî.
Kurên Ladan: Yehiyêlê kurê mezin, Zêtam û Yoêl. Sê kes bûn.
Kurên Şîmî: Şelomît, Haziyêl û Heran. Sê kes bûn. Ew serekên binemalên Ladaniyan bûn.
Kurên Şîmî yên din: Yahat, Zîza, Yeûş û Beriya. Ev çar kes kurên Şîmî bûn.
Yahat kurê mezin, Zîza duyemîn. Lê kurên Yeûş û Beriya kêm bûn, ew wekî binemalekê hatin hesibandin.
Kurên Qohat: Emram, Yîshar, Hevron, Ûzziyêl. Çar kes.
Kurên Emram: Harûn û Mûsa. Harûn û kurên wî, ji bo ku tiştên herî pîroz veqetînin, li ber Xudan bixûr bişewitînin, xizmeta wî bikin û ji bo ku heta hetayê li ser navê wî gel pîroz bikin, hatin kifşkirin.
Herçî zilamê Xwedê Mûsa bû, kurên wî ji eşîra Lêwiyiyan hatin hesibandin.
Kurên Mûsa: Gêrşom û Êliyezer.
Kurê Gêrşom: Şevûêlê Serek.
Kurên Êliyezer: Rehavyayê Serek. Wekî din kurên Êliyezer tunebûn. Lê gelek kurên Rehavya hebûn.
Kurê Yîshar: Şelomîtê Serek.
Kurên Hevron: Yeriya kurê mezin, Amarya duyemîn, Yahaziyêl sêyemîn û Yeqamam çaremîn.
Kurên Ûzziyêl: Kurê mezin Mîxa û yê duyemîn Yîşşiya.
Kurên Mêrarî: Mahlî û Mûşî. Kurên Mahlî: Êlezar û Qîş.
Êlezar mir. Kurên wî tunebûn, lê keçên wî hebûn. Mirovên wan ên ku kurên Qîş bûn ew ji xwe re anîn.
Kurên Mûşî: Mahlî, Eder û Yerêmot. Sê kes bûn.
Li gorî malbatên wan, Lêwiyî ev bûn. Her serekekî binemalê bi navê xwe hat pejirandin. Her Lêwiyiyê bîst salî û mezintir, di karê xizmeta Mala Xudan de kar dikir.
Çimkî Dawid got: “Xwedayê Îsraêl Xudan, rihetî da gelê xwe. Wê heta hetayê li Orşelîmê bimîne.
Ji ber vê yekê wê Lêwiyî êdî mesken û taximên xizmetê hilnegirin.”
Li ser gotinên Dawid ên dawî, Lêwiyiyên bîst salî û mezintir hatin hejmartin.
Peywira Lêwiyiyan ew bû ku di xizmeta Mala Xudan de alîkariya kurên Harûn bikin. Ew ji ode, hewş û ji paqijkirina her karê taximên pîroz ên Mala Xwedê berpirsiyar bûn
û herwiha bi Nanê Xêrê, arvanê hûr ê pêşkêşiya dexlê, nanê şikeva, nanê sêlê yê din, pêşkêşiya bi zeytê hatiye hevîrkirin û bi her cure elb û pîvanî alîkarî kir.
Herwiha divê ew ji bo ku her sibe û her êvar şikirdarî û pesindana Xudan bikin amade bibûna.
Di rojên Septê, cejnên Heyva Nû û cejnên kifşkirî yên din de, gava qurbanên şewitandinê li ber Xudan dihatin pêşkêşkirin, wê li gorî hejmarên di rê û rêbazên wan hatine diyarkirin de, herdem amade bibûna.
Bi vî awayî Lêwiyiyan ji bo xizmeta Mala Xudan, peywira nobedariya Konê Hevdîtinê û Cihê Herî Pîroz û alîkariya birayên xwe Harûniyan pêk anîn.
Beşên kurên Harûn wiha bûn: Kurên Harûn: Nadav, Avîhû, Êlezar û Îtamar.
Lê Nadav û Avîhû beriya bavê xwe mirin û kurên wan tunebûn. Ji ber vê yekê tenê Êlezar û Îtamar bûn kahin.
Dawid û Sadoqê ji ziriyeta Êlezar û Ahîmelekê kurê Îtamar, Harûniyan li gorî karên ku dikin beş bi beş veqetandin.
Ji nav kurên Îtamar zêdetir, di nav kurên Êlezar de mêrên bijare peyda bûn. Ew jî wisa hatin veqetandin: Ji kurên Êlezar, serekên binemalan şanzdeh kes. Ji kurên Îtamar, li gorî binemalan heşt kes.
Ji van û ji wan, bi vî awayî bi riya pişkê ji hev veqetiyan. Çimkî hem ji kurên Êlezar, hem jî, ji kurên Îtamar serekên ji deverên pîroz û xizmeta Xwedê berpirsiyar hebûn.
Şemayayê Nivîsende kurê Natanêlê Lêwiyî, wan li ber çavên padîşah û peywirdarên wî, Sadoqê Kahin, Ahîmelekê kurê Aviyatar, serekên malbatên kahin û Lêwiyiyan, bi pişk ew nivîsandin. Yek ji malbata Êlezar, yek jî, ji malbata Îtamar bi riya pişkê diyar bûn.
Pişka pêşî li Yehoyarîv ket. Ya diduyan li Yedaya,
ya sisêyan li Harîm, ya çaran li Seorîm,
ya pêncan li Malkiya, ya şeşan li Miyamîn,
ya heftan li Haqqos, ya heştan li Aviya,
ya nehan li Yêşû, ya dehan li Şexanya,
ya yanzdehan li Êlyaşîv, ya duwanzdehan li Yaqîm,
ya sêzdehan li Hûppa, ya çardehan li Yeşevav,
ya panzdehan li Bîlga, ya şanzdehan li Îmmêr,
ya hivdehan li Hêzîr, ya hijdehan li Happîssês,
ya nozdehan li Petahya, ya bîstan li Yehezqêl,
ya bîst û yekan li Yaxîn, ya bîst û diduyan li Gamûl,
ya bîst û sisêyan li Delaya û ya bîst û çaran li Maezya ket.
Çawa ku Xwedayê Îsraêl Xudan lê emir kiribû, li gorî rêbazên ku Harûnê bavkalê wan bi destê xwe daye wan, dora çûna xizmeta Mala Xudan wiha bû:
Lêwiyiyên din ev in: Ji Emramiyan, Şûvayêl û ji Şûvayêliyan Yehdeya.
Ji Rehavyayiyan Yîşşiyayê serek.
Ji Yîshariyan Şelomot û ji Şelomotiyan Yahat.
Kurên Hevron: Yeriyayê kurê pêşî, Amaryayê kurê diduyan, Yahaziyêlê kurê sisêyan û kurê çaran Yeqamam.
Kurên Ûzziyêl: Mîxa û ji Mîxayiyan, Şamîr.
Yîşşiyayê birayê Mîxa û Zekeriyayê kurê Yîşşiya.
Kurên Mêrarî: Mahlî, Mûşî û Yaeziya.
Kurên Yaeziyayê neviyê Mêrarî: Şoham, Zakkûr û Îvrî.
Ji Mahlî: Êlezarê ku kurê wî tunebû.
Ji Qîş: Yerahmeyêlê kurê Qîş.
Kurên Mûşî: Mahlî, Eder û Yerîmot. Li gorî binemalan, Lêwiyî wisa bûn.
Wekî birayên xwe Harûniyan, wan jî li ber Dawidê Padîşah, Sadoq, Ahîmelek, kahin û serekên binemalên Lêwî pişk avêt. Serekên malbatan û birayên wan ên serekên binemalan jî pişk avêt.
Dawid û fermandaran hinek kurên Asaf, Hêman û Yedûtûn veqetandin ku xizmetê bikin. Wê bi çeng, tembûr û zîlan pêxemberî bikirana. Kesên ku wê xizmeta van karan bikirana ev bûn:
Ji kurên Asaf: Zakkûr, Ûsiv, Natanya û Aşarêla. Kurên Asaf di bin destê Asaf de bûn ku bi fermana padîşah pêxemberî dikir.
Ji Yedûtûn, kurên Yedûtûn: Gedalya, Serî, Îşaya, Şîmî, Haşavya û Mattîtya. Di bin berpirsiyariya bavê xwe Yedûtûnê ku tevî çengê pêxemberî, şikirdarî û pesindana Xudan dikir. Ew şeş kes bûn.
Ji Hêman, kurên Hêman: Bûqiya, Mattanya, Ûzziyêl, Şevûêl, Yerîmot, Hananya, Hananî, Êliyata, Gîddaltî, Romamtî-Êzer, Yoşbeqaşa, Mallotî, Hotîr û Mahaziyot.
Ev kurên Hêmanê zanyarê padîşah bûn. Li gorî gotina Xwedê, ji bo ku pişta wî xurt bikin, ev kur jê re hatibûn dayîn. Xwedê çardeh kur û sê keç dan Hêman.
Tevahiya wan di bin rêveberiya bavê xwe de, ji bo xizmeta Mala Xwedê, li Mala Xudan bi zîl, çeng û tembûran lavij digotin. Asaf, Yedûtûn û Hêman di bin emrê padîşah de bûn.
Hejmara Lêwiyiyên ku ji bo Xudan lavijan bêjin hatin perwerdekirin û bûn hoste, du sed û heştê û heşt kes bû.
Tevahiya wan, mezin û biçûk, mamoste û şagirt, ji bo parvekirina peywiran pişk avêtin.
Pişka pêşî li Ûsivê ziriyeta Asaf, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes. Ya diduyan li Gedalya, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes.
Ya sisêyan li Zakkûr, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes.
Ya çaran li Yîsrî, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes.
Ya pêncan li Natanya, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes.
Ya şeşan li Bûqiya, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes.
Ya heftan li Yesarêla, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes.
Ya heştan li Îşaya, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes.
Ya nehan li Mattanya, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes.
Ya dehan li Şîmî, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes.
Ya yanzdehan li Ezarêl, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes.
Ya duwanzdehan li Haşavya, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes.
Ya sêzdehan li Şûvayêl, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes.
Ya çardehan li Mattîtya, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes.
Ya panzdehan li Yerêmot, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes.
Ya şanzdehan li Hananya, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes.
Ya hivdehan li Yoşbeqaşa, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes.
Ya hijdehan li Hananî, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes.
Ya nozdehan li Mallotî, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes.
Ya bîstan li Êliyata, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes.
Ya bîst û yekan li Hotîr, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes.
Ya bîst û diduyan li Gîddaltî, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes.
Ya bîst û sisêyan li Mahaziyot, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes.
Ya bîst û çaran jî li Romamtî-Êzer, kur û birayên wî ket, duwanzdeh kes.
Beşên dergevanan: Ji Qoraxiyan: Meşelemyayê kurê Qorêyê Asafî.
Kurên Meşelemya: Kurê pêşî Zekeriya, kurê diduyan Yedyeyêl, kurê sisêyan Zevadya, kurê çaran Yatniyêl,
kurê pêncan Elam, kurê şeşan Yehohanan û kurê heftan Êlyehoênay.
Kurên Ovêd-Edom: Kurê pêşî Şemaya, kurê diduyan Yehozavad, kurê sisêyan Yoah, kurê çaran Saxar, kurê pêncan Natanêl,
kurê şeşan Emmiyêl, kurê heftan Îssexar û kurê heştan Peûlletay. Çimkî Xwedê Ovêd-Edom pîroz kiribû.
Ji Şemayayê kurê wî re jî kur çêbûn. Ji ber ku ew mêrxas bûn, wan di nav binemala bavê xwe de serwerî dikir.
Kurên Şemaya: Otnî, Refaêl, Ovêd û Êlzavad. Mirovan Semaya; Êlîhû û Şemaxya jî mêrxas bûn.
Tevahiya wan ji ziriyeta Ovêd-Edom bûn. Tevî kur û birayan, hemû mêrxas ji xizmetê re amade bûn. Ji ziriyeta Ovêd-Edom şêst û du kes.
Kur û birayên Meşelemya: Hijdeh kesên mêrxas bûn.
Kurên Hosayê Mêrarî: Yê serek Şîmrî –çimkî tevî ku ne kurê pêşî jî bû, bavê wî ew kiribû serek–
kurê diduyan Hîlqiya, kurê sisêyan Tevalya û kurê çaran Zekeriya. Tevahiya kur û birayên Hosa sêzdeh kes bûn.
Kesên li ser beşên dergevanan û serekên wan ev bûn ku li Mala Xudan wekî Lewiyiyên birayên xwe xizmet dikirin.
Wan ji bo her dergeh, li gorî binemalan, çi biçûk çi mezin, pişk avêt.
Di pişkê de, Dergehê Rojhilat ji Şelemya re derket. Paşê ji bo Zekeriyayê kurê wî pişk hat avêtin ku şêwirmendê serwext e. Jê re deriyê bakur derket.
Dergehê Başûr ji Ovêd-Edom re, ji kurên wî re jî embar derket.
Dergehê Rojava û Dergehê Şallexetê yê li ser riya jor, ji Şuppîm û Hosa re derket.
Her roj, li rojhilatê Malê rojê şeş, li bakur çar, li başûr çar, li embaran dido bi dido,
li hewşa li pêşberî deriyê rojava dido û li ser rê jî çar Lêwiyî hebûn.
Beşên dergevanên ji Qoraxî û Mêrariyiyan pêk dihatin ev bûn.
Ahiyayê ji Lêwiyiyan, li ser xezîneyên Mala Xwedê û xezîneyên diyariyên bexişandî bû.
Zarên Ladan, Gêrşoniyên ji ziriyeta Ladan û serekên binemalên Ladanê Gêrşonî, Yehiyêlî û kurên wî bûn.
Kurên Yehiyêlî Zêtam û Yoêlê birayê wî li ser xezîneyên Mala Xudan bûn.
Ji Emramiyan, Yîshariyan, Hevroniyan û Ûzziyêliyan peywir dan van kesan:
Şevûêlê kurê Gêrşomê kurê Mûsa ku berpirsê sereke yê xezîneyan bû.
Birayên wî: Rehavyayê kurê Êliyezer, Îşayayê kurê Rehavya, Yoramê kurê Îşaya, Zikriyê kurê Yoram û Şelomîtê kurê Zikrî.
Şelomît û birayên wî, li ser tevahiya xezîneyên pîroz bûn ku Dawidê Padîşah, serekên binemalan, sersed, serhezar û fermandarên artêşan ew xezîne bexişandibûn.
Wan beşek ji talanên ku di şeran de biribûn, ji bo temîrkirina Mala Xudan veqetandin.
Tevahiya diyariyên ku Samûêlê Zanyar, Şawûlê kurê Qîş, Avnêrê kurê Nêr, Yoavê kurê Serûya û diyariyên din jî di bin destê Şelomît û birayên wî de bûn.
Ji Yîshariyan: Kenanya û kurên wî, ji bo gelê Îsraêl, ji bilî karên perestgehê, wekî peywirdar û dadger hatin kifşkirin.
Ji Hevroniyan: Haşavya û birayên wî, hezar û heft sed mêrxas bûn. Ew ji bo gelê Îsraêl, li ser her karê Xudan û xizmeta padîşah ê li herêma rojavayê Çemê Şerîayê berpirsiyar bûn.
Yeriyayê ji Hevroniyan li gorî qeyda ziriyetê, serekê Hevroniyan bû. Di çilsaliya padîşahiya Dawid de, lêkolîna qeydan hate kirin û li Yazêra li Gîladê, di nav Hevroniyan de mêrxasên wêrek dîtin.
Ew û birayên wî, mêrxasên wêrek, serekên binemalan bûn. Ew du hezar û heft sed kes bûn. Dawidê Padîşah, ji bo her karê Xwedê, karê padîşah û rêveberiyê ew li ser Rûbênî, Gadî û ji nîveşîra Minaşşe kirin berpirsiyar.
Ev, qeyda gelê Îsraêl tevî serekên binemal, sersed û serhezar, peywirdarên ku di her tişta derbarê yekîneyan de xulamiya padîşah dikirin bixwe ye. Yekîne salewext meh bi meh diçûn û dihatin. Hejmara her yekîneyê ji bîst û çar hezar kesan pêk dihat.
Ji bo meha pêşî, li ser yekîneya pêşî, Yaşovamê kurê Zavdiyêl hebû. Di yekîneya wî de bîst û çar hezar kes hebûn.
Ew Peresî bû. Ji bo meha pêşî serdarê hemû fermandaran bû.
Dodayê Ahohî li ser yekîneya meha diduyan bû. Mîqlot serpeywirdarê yekîneya wî bû. Di yekîneya wî de bîst û çar hezar kes hebûn.
Benayayê kurê Yehoyadayê Kahin fermandarê yekîneya meha sisêyan bû. Di yekîneya wî de bîst û çar hezar kes hebûn.
Benaya mêrxasekî Sî Serekan û pêşengê wan bû. Emmîzavadê kurê wî peywirdarê yekîneya wî bû.
Esahêlê birayê Yoav li ser yekîneya meha çaran bû. Piştre Zevadyayê kurê wî ket cihê wî. Di yekîneya wî de bîst û çar hezar kes hebûn.
Şamhûtê Yîzrahî fermandarê yekîneya meha pêncan bû. Di yekîneya wî de bîst û çar hezar kes hebûn.
Îrayê kurê Îqqêşê Teqoayî li ser yekîneya meha şeşan bû. Di yekîneya wî de bîst û çar hezar kes hebûn.
Helesê Pelonî li ser yekîneya meha heftan bû. Ew ji Efrayîmiyan bû. Di yekîneya wî de bîst û çar hezar kes hebûn.
Sîbbexayê Huşayî li ser yekîneya meha heştan bû. Ew ji Zerahiyan bû. Di yekîneya wî de bîst û çar hezar kes hebûn.
Aviyezerê Enatotî li ser yekîneya meha nehan bû. Ew ji Binyamîniyan bû. Di yekîneya wî de bîst û çar hezar kes hebûn.
Mahrayê Netofayî li ser yekîneya meha dehan bû. Ew ji Zerahiyan bû. Di yekîneya wî de bîst û çar hezar kes hebûn.
Benayayê Pîretonî li ser yekîneya meha yanzdehan bû. Ew ji Efrayîmiyan bû. Di yekîneya wî de bîst û çar hezar kes hebûn.
Heldayê Netofayî li ser yekîneya meha duwanzdehan bû. Ew ji ziriyeta Otniyêl bû. Di yekîneya wî de bîst û çar hezar kes hebûn.
Li ser eşîrên Îsraêl ev kes hebûn: Li ser Rûbêniyan Êliyezerê serwer ku kurê Zikrî bû, li ser Şimûniyan Şefatyayê kurê Maexa,
li ser Lêwiyiyan Haşavyayê kurê Qemûêl û li ser Harûniyan Sadoq,
li ser Cihûdayiyan Êlîhûyê birayê Dawid hebû, li ser Îssexariyan Omriyê kurê Mîxayîl,
li ser Zevûloniyan Yîşmayayê kurê Ovadya, li ser Nefteliyiyan Yerîmotê kurê Ezriyêl,
li ser Efrayîmiyan Hoşêyayê kurê Ezazya; li ser nîveşîra Minaşşe Yoêlê kurê Pedaya
û li ser nîveşîra din a Minaşşe ya li Gîladê Îddoyê kurê Zekeriya, li ser Binyamîniyan Yaesiyêlê kurê Avnêr
û li ser Daniyan Ezarêlê kurê Yeroham hebû. Ev serekên eşîrên Îsraêl bûn.
Lê Dawid kesên bîst salî û berjêrtir nehejmart. Çimkî Xudan gotibû ku wê gelê Îsraêl bi qasî stêrên ezmanan zêde bike.
Yoavê kurê Serûya dest bi hejmartinê kir, lê nebir serî. Ji ber vê hejmartinê xezeb bi ser gelê Îsraêl de bariya. Ji ber vê yekê encama hejmartinê di Nivîsa Qewimînên Dawidê Padîşah de cih negirt.
Ezmawetê kurê Ediyêl li ser xezîneyên padîşah bû. Yonatanê kurê Ûzziya li ser embarên bênder, bajar, gund û bircan bû.
Ezriyê kurê Kelûv li ser karê erd û zeviyan bû.
Şîmiyê Ramayî li ser rezan bû û Zavdiyê Şefamî li ser berên rezan û kulînên şerabê bû.
Baal-Hananê Gederî li ser darzeytûn û darhejîrên li Şefêlayê bû. Yoaş li ser kulînên zeytê bû.
Şîtrayê Şaronî li ser dewarên ku li Şaronê diçêriyan û Şafatê kurê Edla ji dewarên li deştan berpirsiyar bû.
Ovîlê Îsmaîlî li ser deveyan, Yehdeyayê Mêronotî li ser keran û
Yazîzê Hacerî li ser pêz bû. Tevahiya wan ji mal û milkê Dawidê Padîşah berpirsiyar bûn.
Yehonatanê mamê Dawid şêwirmend bû. Mirovekî fêmdar û nivîsende bû. Yehiyêlê kurê Haxmonî xizmeta kurên padîşah dikir.
Ahîtofêl şêwirmendê padîşah bû. Huşayê Arkî hevalê padîşah bû.
Piştî Ahîtofêl, Yehoyadayê kurê Benaya û Aviyatar ketin cihê wî. Yoav fermandarê artêşa padîşah bû.
Dawid hemû serekên gelê Îsraêl; serekên eşîran, serdarên yekîneyên ku xulamiya padîşah dikirin, serhezar, sersed, berpirsiyarên tevahiya mal û keriyên padîşah û kurên wî, peywirdarên qesrê, mêrxas û şervanên hêzdar, li Orşelîmê civandin.
Dawidê Padîşah rabû ser xwe û got: “Ya bira û gelê min, bibihîzin! Di dilê min de hebû ku ez maleke ji bo Sindoqa Peymana Xudan ava bikim. Bila pêgeha Xwedayê me rihet be. Min amadekariya wê jî kir.
Lê Xwedê ji min re got: ‘Ji ber ku tu şervan î û te xwîn rijand, tê ji bo navê min malekê ava nekî.’
“Lê Xwedayê Îsraêl Xudan, ji nav tevahiya mala bavê min ez hilbijartim ku bi awayekî herheyî li ser gelê Îsraêl bibim padîşah. Wî wekî serwer Cihûda û ji Mala Cihûda mala bavê min, hilbijartiye. Paşê ji nav kurên bavê min, ew razî bû ku min bike padîşahê li ser tevahiya gelê Îsraêl.
Ji nav tevahiya kurên min –çimkî wî gelek kur dan min– Xudan Silêman hilbijart ku li ser gelê Îsraêl be û li ser textê padîşahiya Xudan rûne.
Xudan ji min re got: ‘Kesê ku mal û hewşên min ava bike, Silêmanê kurê te ye. Çimkî min ew hilbijart ku ji min re bibe kur. Ezê jê re bibim bav.
Heke ew bi baldarî emir û rêbazên min pêk binê, wekî ew îro pêk tîne, ezê padîşahiya wî her û her bidomînim.’
“Loma li ber çavê tevahiya gelê Îsraêl ku civaka Xudan e û gava Xwedayê me dibihîze, hûn bi kûrahî hemû emir û rêbazên Xwedayê xwe Xudan bikin û pêk bînin ku hûn vî welatê qenc, ji xwe re bikin milk û ji kurên xwe re wekî mîrasa herheyî bihêlin.
“Silêmano! Ya kurê min! Xwedayê bavê xwe nas bike. Bi yek dilî û canê bibiryar xulamiya wî bike. Çimkî Xudan lêkolîna tevahiya dilan dike. Hemû niyet û fikran fêm dike. Heke tu lê bigerî, wê xwe bide dîtin. Lê heke tu dev ji wî berdî, wê heta hetayê te red bike.
Niha binêre! Çimkî Xudan ji bo ku maleke pîrozgehê ava bike, tu hilbijartî. Hêzdar be, rabe û bike!”
Dawid mînaka eywan û xaniyên Perestgehê da Silêmanê kurê xwe. Tê de xezîneyên wê, odeyên wê yên jorîn û hundirîn û odeya derxûnê hebûn.
Wî mînaka hemû tiştên di dilê xwe de da wî: Hewşên Mala Xudan, hemû odeyên derdorê, xezîneyên Mala Xwedê û xezîneyên xelatên hatine bexişandin,
pergala beşên kahin û Lêwiyiyan û rê û rêbazên her karê xizmeta Mala Xudan, pergala çêkirina hemû taximên xizmetê yên li Mala Xudan,
li gorî giraniya zêrê taximên zêrîn ji bo her cure xizmetê û giraniya taximên zîvîn ji bo her cure xizmetê,
ji bo her şamdank û giraniya qendîlên wê, li gorî giraniya şamdankên zêrîn û qendîlên wê û giraniya şamdankên zîvîn û qendîlên wê, ji bo her cure xizmetê,
li gorî giraniya zêrê her sifreya Nanê Xêrê û giraniya zîvê sifreyên zîvîn,
pergala çêkirina zêrê xas ê sêgoyên goşt, tasik û şerbikan, ji bo tasên zêrîn li gorî giraniya wan, ji bo tasên zîvîn li gorî giraniya wan,
ji bo gorîgeha bixûrê ya zêrê xas li gorî giraniya wê û mînaka wî ya erebe û xerûbên zêrîn ku bi baskên xwe yên vekirî Sindoqa Peymana Xudan dinixamt.
Dawid got: “Tevahiya van tiştan, tevahiya van karên vê pîlansaziyê, ji aliyê Xudan, bi riya nivîsê ji min re hat ragihandin.”
Dawid ji Silêmanê kurê xwe re got: “Hêzdar û wêrek be! Here bike! Netirse û neşikê. Çimkî Xwedê Xudan, Xwedayê min bi te re ye. Heta tevahiya karê xizmeta Mala Xudan neqede, ew te bêkêr nahêle û te bernade.
Ji bo tevahiya xizmeta Mala Xwedê, beşên kahin û Lêwiyiyan, va ne li vir in. Her zilamê hoste û dilxwaz, wê di her cure karî de bi te re be. Tevahiya serek û gelê te, li benda fermanên te ne.”
Dawidê Padîşah ji tevahiya civakê re got: “Xwedê kurê min Silêman, wî tenê ew hilbijart. Xort û xeşîm e, lê kar mezin e. Çimkî ev perestgeh, ne ji bo mirov e, lê ji bo Xwedê Xudan e.
Bi tevahiya hêza xwe, ji bo Mala Xwedayê xwe, min ji bo tiştên zêrîn, zêr; ji bo tiştên zîvîn, zîv; ji bo tiştên tûncîn, tûnc; ji bo tiştên hesinî, hesin; ji bo tiştên darîn, dar; kevirên onîks, kevirên qewartî, kevirên zeynetî, kevirên rengorengo û kevirên hêja û gelek mermer amade kirin.
Ji bilî van, ji her tiştên ku min ji bo Mala Pîroz amade kirin zêdetir, ji ber ku xezîneya min a zêr û zîvan heye, ji bo hezkirina min a ji bo Mala Xwedayê min, ez van didim:
Sê hezar telant zêrê Ofîrê. Ji bo seyandina dîwarên xaniyên Perestgehê heft hezar telant zîvê xas.
Ji bo tiştên zêrîn, zêr; ji bo tiştên zîvîn, zîv; didim karên ku hoste bi destê xwe bikin. Îro kî dixwaze ji dil tevî diyariyan xwe pêşkêşî Xudan bike?”
Li ser vê yekê serekên binemalan, serekên eşîrên gelê Îsraêl, serekên sedan û serekên hezaran û serekên li ser karên padîşah, bi dilxwazî diyarî birin.
Ji bo xizmeta Mala Xwedê, pênc hezar telant û deh hezar darîk zêr, deh hezar telant zîv, hijdeh hezar tûnc û sed hezar telant jî hesin dan.
Kesên ku pê re kevirên hêja hebûn, bi destê Yehiyêlê Gêrşonî dan xezîneya Mala Xudan.
Gel ji bo ku ji dil pêşkêş dikir şa bû. Çimkî wan bi yek dilî, pêşkêşiyên dilxwaziyê pêşkêşî Xudan kirin. Dawidê Padîşah jî gelek şa bû.
Dawid li ber çavê tevahiya civakê pesindariya Xudan kir. Dawid got: “Tu ji herheyiyê heta hetayê pîroz bî, Xwedayê bavkalê me Îsraêl Xudan!
Ya Xudan, mezinahî, hêzdarî, rûmet, Serketin û heşmet, yên te ne! Çimkî her tiştên li erdê û li ezmanan ên te ne. Ya Xudan, Padîşahî ya te ye. Tu jî serwerê di ser her tiştî re yî.
Rûmet û dewlemendî ji te ne. Tu serwerê hemû tiştan î. Hêz û qewet di destê te de ne, Mezinkirin û hêzdarkirina her kesî di destê te de ye.
Niha, ya Xwedayê me, em şikirdariya te dikin. Em pesnê navê te yê berz didin.
“Lê ez kî me û gelê min çi ye ku em wisa ji dil diyariyan pêşkêşî te bikin? Çimkî her tişt ji te ye û me ji destê te da te.
Çimkî em wekî bav û kalên xwe, li ber te xerîb û biyanî ne. Rojên me li ser rûyê dinyayê wekî siyê ne, namînin.
Ya Xwedayê me Xudan, tevahiya vê ked û milkê zêde ku me ji bo Perestgeha me ji bo avakirina Mala ji bo navê te yê pîroz amade kiriye, ji destê te ye. Hemû jî yê te ye.
Ya Xwedayê min, ez baş dizanim ku tu dilan diceribînî û ji rastiyê hez dikî. Min tevahiya van tiştan, bi rastiya dilê xwe û ji dil da te. Min dît ku gelê te, li vir bi şahî û dilxwazî pêşkêşî te kir.
Ya Xudan, Xwedayê bavkalên me Îbrahîm, Îshaq û Îsraêl! Vê di niyet û fikrên dilê gelê xwe de heta hetayê texsîr neke û dilê wan xurt bike ku her bi te re bin.
Dilekî kamil bide Silêmanê kurê min ku emir, qanûn û rêbazên te pêk bîne û Mala ku ez amadekariyên wê dikim, ava bike.”
Paşê Dawid ji tevahiya civatê re got: “Pesnê Xwedayê xwe Xudan bidin!” Bi vî awayî tevahiya civatê, pesnê Xwedayê bavkalên xwe Xudan da. Serê xwe tewandin û li ber Xudan û padîşah deverû çûn erdê.
Dotira rojê wan qurban ji Xudan re serjê kirin. Qurbana şewitandinê yên ku ji bo Xudan hatin şewitandin ev bûn: Hezar conega, hezar beran, hezar berx, pêşkêşiyên wan ên rijandinê û pêşkêşiyên din ji bo tevahiya gelê Îsraêl pêşkêş kirin.
Wê rojê bi şabûneke mezin li ber Xudan xwarin û vexwarin. Cara diduyan Silêmanê kurê Dawid wekî padîşah kifş kir û ji bo Xudan wî wekî serwer, Sadoq jî wekî kahin pîroz kirin.
Silêman di cihê bavê xwe Dawid de, wekî padîşah li ser textê Xudan rûnişt. Karê wî baş meşiya û tevahiya gelê Îsraêl guhdariya wî kir.
Tevahiya serek, mêrxas û tevahiya kurên Dawidê Padîşah soz dan ku girêdahiyê Silêman bin.
Xudan, Silêman li ber çavê tevahiya gelê Îsraêl mezin kir û heşmeta padîşahiya bêhempa da wî ku bi tu padîşahekî li welatê Îsraêl heta niha nebû.
Dawidê kurê Yêşa li tevahiya gelê Îsraêl padîşahî kir.
Wî çil salan li ser gelê Îsraêl padîşahî kir; heft salan li Hevronê û sî û sê salan jî li Orşelîmê.
Ew di kalbûna baş de mir. Wî bi têra xwe jiyan, rûmet û dewlemendî dît. Kurê wî Silêman li cihê wî bû padîşah.
Qewimînên din ên serweriya Dawidê Padîşah, ji serî heta binî, di Qewimînên Samûêlê Zanyar, di Qewimînên Natanê Pêxember û di Nivîsa Gadê Zanyar de hatin nivîsandin.
Herwiha hemû qeydên hêz û padîşahiya wî û qewimînên li ser wî, gelê Îsraêl û padîşahiyên welatan jî bi wan re ne.
Di yeksaliya padîşahiya Koreşê Padîşahê Parsê de ji bo peyva xwe ya bi riya Yêremya gotiye bi cih bîne, Xudan ruhê Koreşê Padîşahê Parsê hişyar kir. Koreş ji tevahiya gelên di bin desthilatdariya wî de ne, ev nivîs daye xwendin:
“Koreşê Padîşahê Pars wiha dibêje: ‘Xwedayê Ezmanan Xudan, tevahiya padîşahiyên dinyayê da min. Wî ez peywirdar kirim ku ez li Orşelîma Cihûdayê ji bo wî malekê ava bikim.
Di nav we de, ji tevahiya gelê wî kî hebe –bila Xwedê pê re be!– bila here Orşelîma Cihûdayê û Mala Xwedayê Îsraêl Xudan ji nû ve ava bike. Xwedayê ku li Orşelîmê ye ew e.
Bila hemû kesên padîşahiya min ku li derên bermayiyên sirgûnan dijîn jî alîkariya van xerîban bikin. Bila zêr, zîv, mal, heywan û pêşkêşiyên dilxwaziyê yên ji bo Mala Xwedê bidin wan.’”
Her kesê Xwedê ruhê wî hişyar kir, serekên binemalên eşîrên Cihûda û Binyamînê, kahin û Lêwiyiyan, destpê kir ku herin Mala Xudan a li Orşelîmê ji nû ve ava bikin.
Cîranên wan alîkariya wan kir. Taximên zîvîn, zêr, mal, heywan û tiştên hêja, tevî pêşkêşiyên dilxwaziyê dan wan.
Koreşê Padîşahê Parsê jî, taximên ku Nebûxadnessar ji Mala Xudan a li Orşelîmê derxistibûn û danîbûn mala îlahên xwe, derxistin.
Koreşê Padîşahê Parsê ew bi destê Mîtredatê peywirdarê xezîneyê derxistin. Wî hejmart û da destê Şêşbassarê serekê Cihûdayê.
Encama hejmartinê wiha bû: Sî legenên zêrîn, hezar legenên zîvîn, bîst û neh tasik,
sî tasên zêrîn, çar sed û deh tasên zîvîn, hezar perçe taximên din.
Hemû taximên zêrîn û zîvîn, pênc hezar û çar sed perçe bûn. Gava sirgûnî ji Babîlê anîn Orşelîmê, Şêşbassar tevahiya van taximan bi xwe re anîn.
Kesên herêma ku Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê ew sirgûna Babîlê kiribûn, vegeriyan Orşelîm û Cihûdaya bajarên xwe, ev in.
Ew bi Zerûbbabîl, Yêşû, Nehemya, Seraya, Reyêlaya, Mordexay, Bîlşan, Mîspar, Bîgway, Rehûm û Baena re hatin. Hejmara wan Îsraêliyan wiha bû:
2.172 Paroşî,
372 Şefatyayî,
775 Arahî,
2.812 Pahat-Moaviyên ji ziriyeta Yêşû û Yoav,
1.254 Elamî,
945 Zattûyî,
760 Zakkayî,
642 Baniyî,
623 Bêvayî,
1.222 Ezgadî,
666 Adonîqamî,
2.056 Bîgwayî
454 Edînî,
98 Atêriyên ji ziriyeta Hîzqiya,
323 Bêsayî,
112 Yorayî,
223 Haşûmî,
95 Gîbbarî,
123 Bêtlehemî,
56 Netofayî,
128 Enatotî,
42 Ezmawetî,
743 Qîryat-Yearîmî, Kefîrayî û Beêrotî,
621 Ramayî û Gevayî,
122 Mîkmasî,
223 Bêt-Êlî û Eyî,
52 Neboyî,
156 Magbîşî,
1.254 mirovên bajarê Elamê yê din,
320 Harîmî,
725 Lodî, Hadîdî û Onoyî,
345 Erîhayî,
û 3.630 Senaayî.
Kahin: 973 Yedayayiyên ji Mala Yêşû,
1.052 Îmmêrî,
1.247 Paşxûrî,
û 1.017 Harîmî.
Lêwiyî: 74 Yêşûyî û Qadmiyêliyên ji ziriyeta Hodawya.
Stranbêj: 128 Asafî.
Dergevan: 139 Şallûmî, Atêrî, Talmonî, Eqqûvî, Hatîtayî û Şovayî.
Peywirdarên Perestgehê: Sîhayî, Hasûfayî, Tabbaotî,
Qêrosî, Sîahayî, Padonî,
Levanayî, Hagavayî, Eqqûvî,
Hagavî, Şalmayî, Hananî,
Gîddelî, Gaharî, Reayayî,
Resînî, Neqodayî, Gazzamî,
Ûzzayî, Pasêahî, Bêsayî,
Asnayî, Meûnîmî, Nefûsîmî,
Baqbûqî, Haqûfayî, Harhûrî,
Baslûtî, Mehîdayî, Harşayî,
Barqosî, Sîserayî, Temahî,
Nesîahî û Hatîfayî.
Ziriyetên xulamên Silêman: Sotayî, Hassoferetî, Perûdayî,
Yaelayî, Darqonî, Gîddelî,
Şefatyayî, Hattîlî, Poxeret-Hassevayîmî û Amiyî.
Hemû peywirdarên Perestgehê tevî kesên ji ziriyetên xulamên Silêman: 392.
Kesên ji bajarên Tel-Melah, Tel-Harşa, Kerûv, Addan û Îmmêrê hatin lê nekarîn bidin kifşkirin ku ji kîjan ziriyet an malbatê ne û bi rastî Îsraêlî ne, ev in:
652 Delayayî, Toviyayî û Neqodayî.
Ji ziriyetên kahinan jî ev bûn: Hovayayî, Haqqosî û kurên Barzîllayê ku bi keçeke Barzîllayê Gîladî re zewicî û navê xezûrê xwe stand.
Ew li ziriyeta xwe geriyan lê qeydeke nivîskî nedîtin. Loma jî ne paqij hatin hesibandin û kahintî ji wan hat standin.
Walî ji wan re gotiye ku heta kahinekî ku Ûrîm û Tûmmîmê bi kar tîne derkeve, ji xwarina herî pîroz nexwin.
Hejmara tevahiya civakê 42.360 kes bû.
Herwiha 7.337 xulam û xadim, 200 stranbêjên jin û mêr,
736 hesp, 245 hêstir,
435 deve û 6.720 ker hebûn.
Gava hatin Mala Xudan a li Orşelîmê, hinek serekên binemalan pêşkêşiyên dilxwaziyê pêşkêş kirin ku Mala Xwedê careke din li cihê xwe bê avakirin.
Her yekî ji wan li gorî hêz û qeweta xwe ji bo vê yekê 61.000 darîk zêr, 5.000 mina zîv û 100 mîntanên kahinan wekî diyarî dan xezîneyê.
Bi vî awayî kahin, Lêwiyî, hinek kesên ji gel –stranbêj, peywirdar û dergevanan– li bajarên xwe bi cih bûn. Bi vî awayî tevahiya Îsraêl li bajarên xwe rûniştin.
Gava bû meha heftan, gelê Îsraêl êdî li bajarên xwe bû. Wî çaxî ew li Orşelîmê li hev kom bûn.
Yêşûyê kurê Yosadaq û birayên wî yên kahin, Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêl û birayên wî rabûn gorîgeha Xwedayê Îsraêl çêkir. Wan wekî ku di Şerîeta Mûsayê zilamê Xwedê de hatiye nivîsandin, ji bo ku qurbanên şewitandinê li ser pêşkêş bikin, ev gorîgeh çêkir.
Tevî ku li ser wan tirsa gelên welatên derdorê jî hebû, wan gorîgeh li ser hîmê wê çêkir. Wan li ser wê, serê sibê û êvarê ji Xudan re qurbanên şewitandinê pêşkêş kirin.
Çawa ku hatiye nivîsandin, wan Cejna Holikan pîroz kir. Li gorî rojan ku di rê û rêbazan de hatiye kifşkirin, wan qurbanên şewitandinê yên rojane pêşkêş kirin.
Herwiha wan qurbanên şewitandinê yên hergavî, qurbanên Heyva Nû, tevahiya qurbanên cejnên Xudan û pêşkêşiyên dilxwaziyê yên Xudan, pêşkêş kirin.
Wan ji roja pêşî ya meha heftan dest bi pêşkêşkirina qurbanên şewitandinê kir, lê hîmê Mala Xudan hê jî nehatibû danîn.
Gelê Îsraêl pere da kevirbir û necaran û zeyt, xwarin û vexwarin da Saydayî û Sûriyên ku ji Lubnanê bi riya deryayê darên sedrê bînin Yafayê. Tevahiya van karan li gorî destûra Koreşê Padîşahê Parsê bûn.
Piştî vegera Mala Xwedê ya li Orşelîmê bi du salan, di meha diduyan de, Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêl, Yêşûyê kurê Yosadaq, tevahiya birayên wan, kahin, Lêwî û tevahiya kesên ji Orşelîmê ji sirgûnê vegeriyan, dest bi avakirina Mala Xudan kir. Wan Lêwiyiyên ji bîst salî û mezintir kirin serkar.
Yêşû tevî kur û birayên xwe, Qadmiyêl tevî kurên wî yên ku ji ziriyeta Cihûda ne, Hênadad tevî kur û neviyên xwe ku Lêwiyî ne, serkarên karkerên Mala Xwedê bûn.
Gava avakaran hîmê Mala Xudan danî, li gorî emrê Dawidê Padîşahê Îsraêlê, kahinan bi kincên xwe, di destan de borî û Asafiyên Lêwiyî jî bi zîlên destên xwe sekinîn ku pesnê Xudan bidin.
Paşê wan bi dorê ev strana pesin û şikirdariyê ji bo Xudan got: “Çimkî ew qenc e, Dilovaniya wî her û her e.” Gava wan pesnê Xudan da, herkes qîriya. Çimkî hîmê Mala Xudan dihat avêtin.
Lê gelek kesên ji kahinan, Lêwiyiyan, serekên binemalan û rîspiyên ku Mala berê di hîmê wê de dîtibûn, bi dengekî bilind giriyan. Gelek kes jî, ji kêfê qîriyan û şa bûn.
Dengê qîrînên şahiyê û dengê girînê tevlihev bûbû û gel ev deng ji hev cuda nedikir. Gel ewqas zêde diqîriya û şa dibû ku dengên wan ji cihên dûr jî dihat bihîstin.
Gava dijminên Cihûdayî û Binyamîniyan bihîst ku kesên ji sirgûnê vegeriyan Perestgeha Xwedayê Îsraêl Xudan çêdikin,
rabûn çûn ba Zerûbbabîl û serekên binemalan û ji wan re gotin: “Em bi we re ava bikin. Em jî diperizin Xwedayê we û ji roja Êsar-Haddonê Padîşahê Aşûrê em anîne vir ve, em qurbanan pêşkêşî Xwedayê we dikin.”
Lê Zerûbbabîl, Yêşû û serekên binemalan ên din ji wan re got: “Avakirina Mala Xwedayê me ne karê we ye. Çawa ku Koreşê Padîşahê Parsê li me emir kiriye, tenê emê ji Xwedayê Îsraêl Xudan re wê ava bikin.”
Wê gavê gelê welêt Cihûdayî tirsandin û hêviyên wan şikandin ku dev ji avakirinê berdin.
Ji rojên padîşahiya Koreşê Padîşahê Parsê heta padîşahiya Daryûs wan bi bertîl şêwirmend girtin ku pîlana wan xera bikin.
Di destpêka padîşahiya Ahaşwêroş de dijminan li dijî şêniyên Orşelîmê û Cihûdayê nameyeke sûcdarkirinê nivîsand.
Di rojên Artahşastayê Padîşahê Parsê de, Bîşlam, Mîtredat, Tavêl û hemû hevalbendên wan ên din, nameyek ji Artahşasta re nivîsandin. Name bi zimanê aramî hat nivîsandin û wergerandin.
Rehûmê Walî û Şîmşayê Nivîsende ji Artahşastayê Padîşah re li dijî Orşelîmê nameyeke sûcdarkirinê nivîsand. Name bi vî awayî bû:
“Rehûmê Walî, Şîmşayê Nivîsende û hevalbendên wan ên din, dadger, serek, peywirdar, Parsî, Erexî, Babîlî, Sûsayî –ku Elamî ne–
tevî gelên din ên ku Asurbanîpalê mezin û birûmet ajot û li bajarên Sameryayê û li herêma rojavayê Feratê bi cih kir.”
Nûsxeyeke nameya ku wan ji Artahşastayê Padîşah re şand ev e. “Ji Artahşastayê Padîşah re, ji xulamên wî yên ku li herêma rojavayê Feratê dijîn:
“Bila padîşah bizanibe ku Cihûyên ji ba te derketin, hatin Orşelîmê ba me, vî bajarê serhildêr û xerab ji nû ve çêdikin. Ew dîwarên wê diqedînin û hîmê wê zexim dikin.
Bila padîşah bizanibe ku heke ev bajar ji nû ve bê avakirin û dîwar bên lêkirin, wê esse bac û xeracê nedin. Ev yek wê ji padîşahiyê re bi zirar be.
Niha ji bo ku em nanê qesrê dixwin, li me nayê ku em bibînin şermezariya padîşah. Ji ber vê yekê me xeber ji te re şand
ku ev yek di nivîsên qewimînên bav û kalên te de bê lêkolandin. Tê di nivîsên qewimînan de bibînî ku ev bajar serhildêr e û ji bo padîşahan û waliyan bi zirar e. Wan ji berê ve li vî bajarî bêbextî kir. Ji ber vê sedemê ev bajar hat helakirin.
Gotina me ji padîşah re ev e: Heke ev bajar ji nû ve bê avakirin û dîwarên wê bên qedandin, li herêma rojavayê Feratê tu para te wê nemîne.”
Padîşah wiha bersiv da û got: “Ji Rehûmê Walî, Şîmşayê Nivîsende û ji hevalbendên xwe yên din ên li Sameryayê û li cihên din ên herêma rojavayê Feratê re, silav û rêz.
“Nameya we ji min re şand, hat wergerandin û li ber min hat xwendin.
Min ferman da, lêkolîn hat kirin û hat dîtin ku ev bajar ji berê ve li dijî padîşahan rabûye û tê de serhildan û bêbextî hatine kirin.
Li ser Orşelîmê padîşahên hêzdar hebûn ku serweriyê li ser tevahiya herêma rojavayê Feratê kirin. Ji wan re bac û xerac jî dihat dayîn.
Niha fermanê bidin ku ev mirov bisekinin. Heta ez fermanê nedim bila ew bajar ji nû ve neyê avakirin.
Xwe di vî warî de sist nekin. Bila padîşahî zêdetir zirarê nebîne.”
Gava nûsxeya nameya Artahşastayê Padîşah, li ber Rehûm, Şîmşayê Nivîsende û hevalbendên wan hat xwendin, bi lez çûn Orşelîmê ba Cihûyan û bi zorê ew dan sekinandin.
Karê avakirina Mala Xudan a li Orşelîmê wê gavê sekinî. Heta dusaliya padîşahiya Daryûsê Padîşahê Parsê avakirina perestgehê sekinî.
Di wê navberê de Hagayê Pêxember û Zekeriyayê Pêxember ê kurê Îddo bi navê Xwedayê Îsraêl, ji Cihûyên li Cihûda û Orşelîmê re pêxemberî kir.
Li ser vê yekê Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêl û Yêşûyê kurê Yosadaq ji nû ve dest bi avakirina Mala Xwedê ya li Orşelîmê kir. Pêxemberên Xwedê bi wan re bûn û alîkariya wan dikirin.
Tattenayê Waliyê herêma rojavayê Feratê, Şêtar-Bozenay û hevalbendên wan hatin ba wan û ji wan re wiha gotin: “Kê fermana avakirina vê Malê û qedandina avahiyê da we?”
Wan berdewam kir û ev jî pirsîn: “Navê kesên avahî çêdikin çi ne?”
Lê çavê Xwedayê wan li ser rîspiyên Cihûyan bû. Heta ku ji Daryûs re xeber şandin û jê bersiva nivîskî hat jî, kesek neda sekinandin.
Nûsxeya nameya Tattenayê Waliyê herêma rojavayê Feratê, Şêtar-Bozenay, hevalbendên wan û peywirdarên li wir ku ji Daryûsê Padîşah re şand ev e.
Di nameyê de wiha hatibû nivîsandin: “Ji Daryûsê Padîşah re, silav û rêz.
“Bila padîşah bizanibe ku em çûn Herêma Cihûdayê, Mala Xwedayê Mezin. Ew ji kevirên mezin dihat avakirin. Kêran xistine dîwarên wê. Ev karê bi dil û can dihat kirin û di destê wan de baş pêşve diçû.
“Me ji rîspiyan pirsî û got: ‘Kê fermana avakirina vê Malê û qedandina avahiyê da we?’
Me navê serekên wan jî pirsî ku em ji te re binivîsin û bişînin.
“Wan ev bersiv da û got: “‘Em xulamên Xwedayê erd û ezmanan in. Em Mala ku ji gelek salên berê ve hatiye avakirin, ji nû ve ava dikin. Padîşahekî mezin ê Îsraêlê ew ava kir û qedand.
Lê bav û kalên me Xwedayê Ezmanan hêrs kir û wî ew da destê Nebûxadnessarê Padîşahê Babîla Kildaniyan. Wî ev mal wêran kir û gel ber bi Babîlê ve ajot.
Lê belê di yeksaliya padîşahiya xwe de Koreşê Padîşahê Babîlê ferman da ku ev Mala Xwedê bê avakirin.
Herwiha wî taximên zêr û zîv ên ku Nebûxadnessar ji Mala Xwedê ya li Orşelîmê derxistibû û bi xwe re xistibû perestgeha Babîlê ji wir derxist û da Şêşbassarê ku wî bi xwe ew kiribû walî.
Koreş jê re got: Van taximan hilde û bixe Perestgeha Orşelîmê. Bila Mala Xwedê jî li cihê wê ji nû ve ava bike.
Paşê Şêşbassar hat û hîmê Mala Xwedê ya li Orşelîmê danî. Ji wê rojê ve avakirin berdewam e û hê neqediyaye.’
“Heke bi dilê padîşah be, bila di qeydên qesra Babîlê de lêkolînek bê kirin ku diyar bibe gelo Koreşê Padîşah ji bo jinûveavakirina Mala Xwedê ya li Orşelîmê ferman daye yan na. Paşê bila padîşah biryara xwe ya li ser vê yekê ji me re bêje.”
Daryûsê Padîşah ferman da û li Babîlê di odeya nivîsan de lêkolîn hat kirin.
Di qesra li Birca Ekbatanaya Herêma Medyayê de tomarek hat dîtin û di nav de wiha hatibû nivîsandin:
“Di yeksaliya padîşahiya xwe de Koreşê Padîşah li ser Mala Xwedê ya li Orşelîmê fermaneke wiha da: ‘Bila Mala Xwedê ya li Orşelîmê ji nû ve bê avakirin û qurban bên serjêkirin. Bila hîmê wê bê danîn. Bila bilindahiya Malê şêst gaz û berfirehiya wê şêst gaz be.
Bila sê rêz kevirên mezin û rêzek textikên nû bên rêzkirin. Bila heqê wan ji aliyê qesra padîşah ve bê dayîn.
Herwiha bila taximên zêr û zîv ên Mala Xwedê ku Nebûxadnessar ji Perestgeha li Orşelîmê derxistibû û anîbû Babîlê bê vegerandin. Bila ew li Perestgeha li Orşelîmê, li cihên xwe bên bicihkirin. Tê wan deynî Mala Xwedê.’
“Loma Tattenayê Waliyê herêma rojavayê Feratê, Şêtar-Bozenay û hevalbendên wan, peywirdarên wê derê, hûn ji wir dûr bikevin!
Dest nedin karê Mala Xwedê. Bila waliyê Cihûyan û rîspiyên wan, Mala Xwedê li cihê kevin ji nû ve ava bikin.
Herwiha ji bo avakirina vê Mala Xwedê, ez ferman didim ku hûnê çi ji bo rîspiyên Cihûyan bikin: Tevahiya heqê van zilaman wê ji xezîneya padîşah bê dayîn ku ji bacên li herêma rojavayê Feratê hatine standin. Bi vî awayî wê karên avakirinê nesekine.
Hûnê tevahiya hewcedariyên kahinên li Orşelîmê –conega, beran û berxên ji bo qurbanên şewitandinê yên Xwedayê Ezmanan, genim, xwê, şerab û rûn, her çi kahin bixwazin– bêyî ku navberê bixinê, her roj bidin wan
ku ji Xwedayê Ezmanan re qurbanên bêhnxweş pêşkêş bikin û ji bo siheta padîşah û kurên wî dua bikin.
Min ferman da ku heke kesek ev ferman biguhere, bila ji mala wî kêranek bê derxistin û bi wî kêranî ve bê mîxkirin. Mala wî jî bila bibe kavil.
Bila Xwedayê ku ev der hilbijart ku navê wî tê de be, her gel û padîşahê ku dixwaze vê fermanê biguhere û vê Mala Xwedê ya li Orşelîmê xera bike, tune bike. Ez Daryûs im, ez vê fermanê didim. Bila ev fermana min bêqisûr pêk were!”
Wê gavê Tattenayê Waliyê herêma rojavayê Feratê, Şêtar-Bozenay û hevalbendên wan, fermana Daryûs bi awayekî bêqisûr pêk anî.
Rîspiyên Cihûyan bi pêxemberiyên Hagayê Pêxember û Zekeriyayê kurê Îddo avakirin berdewam kir û karê wan baş meşiya. Li gorî fermanên Xwedayê Îsraêl, Koreş, Daryûs û Artahşastayê Padîşahê Parsê avakirin qedandin.
Mal di roja sisêyê meha Adarê ya şeş saliya padîşahiya Daryûsê Padîşah de hat qedandin.
Îsraêlî, kahin, Lêwiyî û hemû kesên din ên ji sirgûnê hatin, bi kêf û şahî Mala Xwedê pîroz kirin.
Di pîrozkirina vê Mala Xwedê de, wan sed conega, du sed beran, çar sed berx pêşkêş kirin. Li gorî hejmartina eşîrên Îsraêl, ji bo pêşkêşiya paqijiyê duwanzdeh nêrî pêşkêş kirin.
Wekî di Nivîsa Mûsa de hatiye nivîsandin, ji bo xizmeta Xwedê ya li Orşelîmê kahin û Lêwiyî li gorî komên wan kifş kirin.
Di roja çardehê meha pêşî de, kesên ji sirgûnê vegeriyan Cejna Derbasbûnê pîroz kir.
Kahin û Lêwiyiyan bi hev re xwe paqij kirin. Hemû paqij bûn. Wan ji bo tevahiya sirgûniyan, ji bo birayên xwe yên kahin û ji bo xwe qurbana Cejna Derbasbûnê serjê kir.
Herkes ji goştê qurbanê xwar. Îsraêliyên sirgûnê tevî tevahiya kesên din ên tevli wan bûn û xwe ji tiştên mirdar ên miletên derdorê veqetandibûn ku li Xwedayê Îsraêl Xudan vegerin, xwarin.
Wan bi şahî heft rojan Cejna Nanê Şikeva pîroz kir. Çimkî Xudan şahiya wan anîbû. Xwedayê Îsraêl dilê Padîşahê Aşûrê zivirand ku di karê Mala Xwedayê Îsraêl de destê wan zexim bike.
Piştî van tiştan, di padîşahiya Artahşastayê Padîşahê Parsê de Ezrayê kurê Serayayê kurê Ezaryayê kurê Hîlqiyayê
kurê Şallûmê kurê Sadoqê kurê Ahîtûvê
kurê Amaryayê kurê Ezaryayê kurê Merayotê
kurê Zerahyayê kurê Ûzziyê kurê Bûqiyê
kurê Avîşûayê kurê Pînehasê kurê Êlezarê kurê Harûnê Serkahin rabû.
Ev Ezra ji Babîlê çû. Ezra, nivîsendeyekî ku Şerîeta Mûsa ya Xwedayê Îsraêl Xudan dabû, baş zanibû. Ji ber ku destê Xwedayê wî Xudan li ser wî bû, padîşah her tiştê ku wî xwest da wî.
Di heft saliya padîşahiya Artahşastayê Padîşah de ji gelê Îsraêl, ji kahin, Lêwiyî, stranbêj, dergevan û peywirdarên Perestgehê hin kes jî çûn Orşelîmê.
Ezra di meha pêncan a heft saliya Artahşastayê Padîşah de hat Orşelîmê.
Ew roja pêşî ya meha pêşî ji Babîlê derket û ji bo ku destê Xwedayê wî yê qenc li ser wî bû, di roja pêşî ya meha pêncan de gihîşt Orşelîmê.
Çimkî Ezra dilê xwe dabû ser hînbûn û pêkanîna Şerîeta Xudan û li welatê Îsraêl hînkirina qanûn û rêbazan.
Nûsxeyeke nameya ku Artahşastayê Padîşah da Ezrayê Kahin û Nivîsende yê ku gotinên emir û qanûnên Xudan ên ji bo Îsraêl baş dizane, ev e:
“Ji Artahşastayê Padîşahê Padîşahan, ji Ezrayê Kahin û Nivîsendeyê Şerîeta Xwedayê Ezmanan re silav û rêz.
“Ez ferman didim ku her kesek ji gelê Îsraêl an kahin û Lêwiyiyên wan ên li welatê min ku dixwaze here Orşelîmê, bila bi te re were.
Min û heft şêwirmendên xwe tu şandî ku li gorî Şerîeta Xwedayê xwe ya di destê te de ye lêkolîna Cihûda û Orşelîmê bikî.
Divê tu zêr û zîvê ku min û şêwirmendên min bi dil û can da Xwedayê Îsraêl ku Meskenê wî li Orşelîmê ye, bi xwe re bibî.
Divê tu tevahiya zêr û zîvê ku tê li Herêma Babîlê bi dest bixî û pêşkêşiyên dilxwaziyê yên gel û kahinan ji Mala Xwedayê wan a li Orşelîmê anîbûn jî bi xwe re bibî.
“Tê niha bi vî pereyî conega, beran, berx û pêşkêşiyên wan ên dexlê û rijandinê bikirî û ew li ser gorîgeha Mala Xwedayê xwe ya li Orşelîmê bi awayekî bêqisûr pêşkêş bikî.
Tu û birayên te bi zêr û zîvên mayî dikarin li gorî daxwaza Xwedayê xwe bikin.
Tevahiya taximên ku ji bo xizmeta Mala Xwedayê te dane te, li ber Xwedayê Orşelîmê teslîm bike.
Heke ji bo Mala Xwedayê te tiştekî din ku divê tu bidî hebe, tu dikarî ji xezîneya padîşah bidî.
“Ez, Artahşastayê Padîşah, ferman didim tevahiya peywirdarên xezîneya li herêma rojavayê Feratê ku Ezrayê Kahin, Nivîsendeyê Şerîeta Xwedayê Ezmanan çi ji we bixwaze bêqisûr pêk bînin.
Ji zîv heta sed telantan, ji genim heta sed kewaran, ji şerabê heta sed batan, ji rûn heta sed batan û ji xwê jî heta bixwaze bidin.
Xwedayê Ezmanan ji bo Mala xwe çi ferman daye, bila bi awayekî bêqisûr bê kirin. Çima xezeba wî li ser welatê min û kurên min bibare?!
Herwiha baş bizanin ku hûn ji tu kahin, Lêwiyî, stranbêj, dergevan, peywirdarên Perestgehê û xulamên din ên Mala Xwedê ne bac û ne jî xeracê bistînin.
“Lê tu Ezrayo! Li gorî şehrezabûna Xwedayê te ya bi te re, serek û dadgeran kifş bike. Bila ew edaletê li ser tevahiya gelê herêma rojavayê Feratê ku Şerîeta Xwedayê te dizanin pêk bînin. Tu jî Şerîetê hînî kesên ku nizanin bike.
Divê her kesê Şerîeta Xwedayê te û fermanên padîşah bêqisûr pêk neyîne, çi mirin be, çi sirgûnkirin be, çi standina mal be, çi jî girtin be, bê kirin.”
Bila Xwedayê bavkalên me Xudan pîroz be! Wî dilê padîşah kir ku Mala Xudan a li Orşelîmê birûmet dike.
Wî kir ku padîşah, şêwirmendên wî, fermandarên wî yên mêrxas ji min re dilovan bin. Bi saya destê Xwedayê min Xudan ku li ser min bû, ez hêzdar bûm. Min hinek serekên Îsraêlî da hev ku em bi hev re vegerin Orşelîmê.
Qeyda serekên binemalan û kesên di padîşahiya Artahşasta de bi min re ji Babîlê vegeriyan wiha ye:
Ji Pînehasiyan, Gêrşom bû. Ji Îtamariyan, Daniyêl bû. Ji Dawidiyan, Hattûş bû.
Ji Şexanyayiyan û Paroşiyan, Zekeriya bû. Tevî wî 150 mêr hatin qeydkirin.
Ji Pahat-Moaviyan, Êlyehoênayê kurê Zerahya û 200 mêr bûn.
Ji kurên Şexanyayê kurê Yahaziyêl, 300 mêr bûn.
Ji Edîniyan Evedê kurê Yonatan û 50 mêr bûn.
Ji Elamiyan, Îşayayê kurê Etalya û 70 mêr bûn.
Ji Şefatyayiyan, Zevadyayê kurê Mîxayîl û pê re 80 mêr bûn.
Ji Yoaviyan, Ovadyayê kurê Yehiyêl û pê re 218 mêr bûn.
Ji kurên Şelomîtê kurê Yosîfya, 160 mêr bûn.
Ji Bêvayiyan, Zekeriyayê kurê Bêvay û pê re 28 mêr bûn.
Ji Ezgadiyan, Yohananê kurê Haqqatan û pê re 110 mêr bûn.
Ji kurên biçûk ên Adonîqam ku navên wan Êlîfelet, Yeiyêl, Şemaya û bi wan re 60 mêr bûn.
Ji Bîgwayiyan Ûtay, Zakkûr û 70 mêrên bi wan re bûn.
Min ew li kêleka coya ku diherike bajarê Ahawayê civandin. Me sê rojan li wir kon veda. Min di nav gel û kahinan de çavên xwe gerandin, lê min kesekî Lêwiyî li wir nedît.
Loma min gazî Êliyezer, Ariyêl, Şemaya, Êlnatan, Yarîv, Êlnatanê din, Natan, Zekeriya, Meşûllamê ku serek in û Yoyarîv û Êlnatan kir ku herdu jî mamoste bûn
û ew şandin ba Îddoyê ku serweriya devera Kasîfyayê dikir. Min ji wan re got bila ew ji Îddo û birayên wî yên ku peywirdarên Perestgehê û li Kasîfyayê ne re bêjin ku xizmetkaran bişîne Mala Xwedayê me.
Bi destê Xwedayê me yê qenc, wan mirovekî fêmdar ji me re şand. Şêrêvyayê ji ziriyeta Mahliyê kurê Lêwiyê kurê Îsraêl, tevî kur û birayên wî, bi giştî hijdeh kes hatin.
Bi wan re Haşavya û Îşayayê ji Mêrariyiyan, kur û birayên wî, bi giştî bîst kes,
tevî 220 kesên peywirdarên Perestgehê yên Dawid û serekên wî kifş kiribûn ku alîkariya Lêwiyiyan bikin jî hatin. Navên hemûyan hatibûn qeydkirin.
Li wir, li kêleka Coya Ahawayê, rojî îlan kir ku em xwe li ber Xwedayê xwe dev ji nefsa xwe berdin û jê bixwazin ku ew ji bo xwe, zarokên xwe û tevahiya mal û milkê xwe riyekê ji me re veke.
Çimkî min şerm kir û ji padîşah nexwest ku ew leşker û hespan bişîne ku di rê de me ji dijminên me biparêze. Me êdî jê re gotibû: “Destê Xwedayê me, ji bo qenciyê li ser hemû kesan e ku lê digerin. Lê hêz û hêrsa wî li dijî hemû kesan e ku wî berdidin.”
Me rojî girt û ji bo vê yekê me lavayî Xwedayê xwe kir. Wî bersiv da lavakirina me.
Min duwanzdeh serekên kahinan veqetandin; Şêrêvya, Haşavya û deh birayên wan.
Min zêr, zîv û taximên ku padîşah, şêwirmend, fermandar û Îsraêliyên li wir ku pêşkêşî Mala Xwedayê me kirine kişand û da wan.
Tiştên ku min kişand û da wan ev bûn: 650 telant zîv, sed telant taximên zîvîn, sed telant zêr,
bîst tasên zêrîn ên hezar darîkan û du taximên ji tûncê biriqandî yên bi qasî zêr hêja ne.
Min ji wan re got: “Hûn ji Xudan re pîroz in. Ev taxim jî pîroz in. Ev zêr û zîv pêşkêşiyên dilxwaziyê yên Xwedayê bavkalên we Xudan ne.
Hay jê hebin û heta ku we ew li ber Lêwiyî û serekên kahinan û serekên binemalên Îsraêliyên li Orşelîmê bên kişandin, di odeyên Mala Xudan de biparêzin.”
Li ser vê yekê kahin û Lêwiyî zêr, zîv û taximên kişandî hildan ku bibin Orşelîmê, Mala Xwedayê me.
Di roja duwanzdehê meha pêşî de, em ji Coya Ahawayê rabûn ku herin Orşelîmê. Destê Xwedayê me li ser me bû. Wî em ji destên dijminan û kesên di rê de kemîn danîne rizgar kirin.
Em gihîştin Orşelîmê û li wir sê roj man.
Di roja çaran de, li Mala Xwedayê me, ev zêr, zîv û taxim hatin kişandin û dan destê Merêmotê Kahinê kurê Ûriya. Bi wî re Yozavadê kurê Yêşû û Noedyayê kurê Binnûy ên Lêwiyî û Êlezarê kurê Pînehas jî hebûn.
Her tişt hatin hejmartin û kişandin. Giraniya wan jî hat qeydkirin.
Wê gavê kesên ji sirgûnê hatin, ji Xwedayê Îsraêl re qurbanên şewitandinê pêşkêş kirin. Wan duwanzdeh gayên ku ji bo tevahiya Îsraêlê, nod û şeş beran, heftê û heft berx û ji bo pêşkêşiya paqijiyê jî duwanzdeh nêrî pêşkêş kirin. Tevahiya wan wekî qurbanên şewitandinê ji Xudan re hatin pêşkêşkirin.
Wan nivîsên fermanên padîşah da setrabên padîşah û waliyên li herêma rojavayê Feratê. Wan alîkariya gel û Mala Xwedê kir.
Gava ev tişt qediyan, serek hatin ba min. Wan got: “Gelê Îsraêl, tevî kahin û Lêwiyiyan jî, xwe ji kirêtiyên gelên welatên derdorê veneqetandin ku Kenanî, Hîtîtî, Perîzzî, Yevûsî, Emmonî, Moavî, Misrî û Amorî dikin.
Wan ji bo xwe û kurên xwe, keçên wan anîn. Ziriyeta pîroz bi gelên welatên derdorê re tevlihev bû. Di vê nedilsoziyê de destê serek û peywirdaran hebû.”
Gava min ev bihîst, min kinc û xiftanê xwe çirandin û porê ser û rihê xwe anî xwarê. Ez şaş û metel mam û rûniştim.
Ji ber nedilsoziya sirgûniyan, tevahiya kesên ku ji ber gotinên Xwedayê Îsraêl dilerizin, li ba min kom bûn. Ez heta pêşkêşiya êvarê, şaş û metel di cihê xwe de rûniştim.
Di dema pêşkêşiya êvarê de ji xemgîniya xwe rabûm. Min bi kinc û xiftanê xwe yên çirandî çok da erdê û destên xwe ji Xwedayê xwe Xudan re vekirin.
Min got: “Ya Xwedayê min, ez rezîl û şermezar dibim. Ez nikarim, rûyê min tuneye berê xwe bidim te. Çimkî neheqiyên me ji qirikê borîn û sûcên me gihîştin ezmanan.
Em ji rojên bav û kalên xwe û vir ve di nav sûcên mezin de ne. Ji ber neheqiyên me, hatin em, padîşahên me, kahinên me dan destê padîşahên welatên din. Em hatin şûrkirin, sirgûnkirin, talankirin û şermezarkirin, her wekî îro.
“Lê niha, ji bo demeke kurt, Xwedayê me Xudan li ber me ket û wî ji me hinek kesên filitî û saxmayî berda û singekî cihê xwe yê pîroz bide me ku çavên me ronî bike û bi koletiya me debara me bike.
Çimkî em kole ne, lê Xwedayê me em di koletiya me de nehiştin. Li ber padîşahên Parsê wî dilovaniya xwe bi me kir. Wî debara me kir ku em Mala Xwedayê me ava bikin. Wî wêraneyên wê ji nû ve çêkirin û li Cihûda û Orşelîmê dîwarekî da me.
“Lê niha ya Xwedayê me, ji niha û pê ve em çi bêjin? Ji ber ku me dev ji emrên te berda.
Te bi riya xulamên xwe yên pêxember emir kir û got: ‘Welatê hûn diçin ku ji xwe re bikin milk, welatê ku bi kirêtiyên gelên welatên derdorê kirêt bûye. Wan seranserê wî bi qirêjî û kirêtiyên xwe tije kirin.
Loma keçên xwe nedin kurên wan û keçên wan ji kurên xwe re neyînin. Li aştî û qenciya wan qet negerin ku hûn hêzdar bibin û tiştên baş ên welêt bixwin û wî ji kurên xwe re mîrasa herheyî bistînin.’
“Hemû tiştên hatî serê me, ji ber karên me yên xerab û sûcên me yên mezin bûn. Ya Xwedayê me! Li gorî neheqiyên me, te em kêmtir ceza kirin û kesên saxmayî hişt û dan me.
“Ma em dîsa emrên te bişikênin û bi gelên ku tiştên kirêt dikin re bibin merivên hev? Ma heta ku tu me biqedînî û kesên saxmayî nemîne, tê li me hêrs nebî?
Ya Xwedayê Îsraêl Xudan! Tu adil î. Îro, hinek ji me ji sirgûnê filitîne û sax mane. Tevî ku heqê kesî tuneye li ber te bisekine, va ye em bi sûcên xwe li ber te disekinin.”
Gava Ezra li ber Mala Xwedê bi girîn xwe diavêt erdê, dua dikir û li gunehên xwe mikur dihat, komeke mezin ji jin, mêr û zarokên gelê Îsraêl li dor wî civiyan. Gel jî gelekî giriya.
Şexanyayê kurê Yehiyêlê Elamî ji Ezra re got: “Me nedilsoziyê bi Xwedayê xwe kir û ji gelên welêt jinên xerîb ji xwe re anîn. Lê dîsa jî, ji bo Îsraêl hêviyek heye.
Niha li gorî şîreta te û kesên ji ber emrên Xwedayê me dilerizin, em bi Xwedayê xwe re peymanekê çêkin ku tevahiya van jin û zarokên ji wan dûr bixin. Bila ev peyman li gorî Şerîetê be.
De rabe! Çimkî berpirsiyarê vê yekê tu yî. Em bi te re ne. Hêzdar be û pêk bîne.”
Ezra rabû û serekên kahinan ên Lêwiyî û tevahiya Îsraêl da sondê ku li gorî vê yekê bikin. Wan jî sond xwar.
Paşê Ezra ji Mala Xwedê rabû ket odeya Yehohananê kurê Êlyaşîv. Gava li wir ma ne nan xwar, ne jî av vexwar. Çimkî ji bo nedilsoziya sirgûniyan şînê dikir.
Wan li sirgûniyan li seranserê Cihûda û Orşelîmê ragihandinek belav kir ku herkes li Orşelîmê bicive.
Herwiha heke kesek di nav sê rojan de nehata, li ser biryara serek û rîspiyan, wê tevahiya malê xwe bida û ji koma sirgûniyan veqetiya.
Paşê tevahiya mêrên li Cihûda û Binyamînê, di nav sê rojan de li Orşelîmê civiyan. Di roja bîstê meha nehan de tevahiya gel li meydana li ber Mala Xwedê rûnişt. Hem ji ber girîngiya kar, hem jî, ji ber baranê herkes dilerizî.
Ezrayê Kahin rabû û ji wan re got: “We ji xwe re jinên xerîb anîn. Loma we li dijî Xwedê nedilsozî kir û sûcên gelê Îsraêl jî zêde kirin.
Niha li sûcên xwe li ber Xwedayê bavkalên xwe Xudan mikur werin. Daxwaza wî pêk bînin û ji gelên welêt û jinên xerîb veqetin.”
Tevahiya komê bi dengekî bilind bersiv da û got: “Emê hemû gotinên te pêk bînin.
Lê gel zêde ye û dinya şilî ye. Em nikarin li derve bimînin. Ev yek jî ne karê rojek an du rojan e, çimkî di vî warî de gunehên me gelek in.
Bila niha ji bo tevahiya civînê, serekên me tevahiya civînê temsîl bikin û ji bo ku hêrsa Xwedayê me ya dijwar ji ser me rabe, bila her kesê li bajarên me yên ku jinên xerîb anîne, di demên diyarkirî de tevî rîspî û hakimên bajarê wî were.”
Bi tenê Yonatanê kurê Esahêl û Yahzeyayê kurê Tîqwa li dijî vê yekê derketin. Meşûllam û Şabbetayê Lêwiyî piştevaniya wan kirin.
Kesên ji sirgûnê vegeriyan wiha kirin. Ezrayê Kahin li gorî binemalên wan bi navê wan serekên binemalan veqetandin. Di roja pêşî ya meha dehan de ji bo lêkolîna vî karî li hev rûniştin.
Heta roja pêşî ya meha pêşî, lêkolîna li ser hemû mêrên ku bi jinên xerîb re zewicîne qedandin.
Kesên ziriyeta kahinan ên ku bi jinên xerîb re zewicîbûn ev bûn: Ji ziriyeta Yêşûyê kurê Yosadaq û birayên wî, Maesêya, Êliyezer, Yarîv û Gedalya.
Wan destê xwe da ku jinên xwe berdin. Ji bo sûcdariyê wan wekî pêşkêşiya berdêlê, her yekî ji wan ji keriyê beranek pêşkêş kir.
Ji Îmmêriyan, Hananî û Zevadya bûn.
Ji Harîmiyan, Maesêya, Êlyas, Şemaya, Yehiyêl û Ûzziya bûn.
Ji Paşxûriyan, Êlyoênay, Maesêya, Îsmaîl, Natanêl, Yozavad û Êlesa bûn.
Ji Lêwiyiyan, Yozavad, Şîmî, Qêlaya –Qelîta– Petahya, Cihûda û Êliyezer bûn.
Ji stranbêjan, Êlyaşîv bû. Ji dergevanan, Şallûm, Telem û Ûrî bûn.
Ji Îsraêliyên din jî ev bûn: Ramiya, Yîzziya, Malkiya, Miyamîn, Êlezar, Malkiya û Benaya yên ji Paroşiyan,
Mattanya, Zekeriya, Yehiyêl, Evdî, Yerêmot û Êlyas ên ji Elamiyan,
Êlyoênay, Êlyaşîv, Mattanya, Yerêmot, Zavad û Ezîza yên ji Zattûyiyan,
Yehohanan, Hananya, Zabbay û Etlay ên ji Bêvayiyan,
Meşûllam, Mallûk, Edaya, Yaşûv, Şeal û Yerêmot ên ji Baniyan,
Edna, Kelal, Benaya, Maesêya, Mattanya, Besalêl, Binnûy û Minaşşe yên ji Pahat-Moaviyan,
Êliyezer, Yîşşiya, Malkiya, Şemaya, Şimûn,
Binyamîn, Mallûk û Şemarya yên ji Harîmiyan.
Mattenay, Mattatta, Zavad, Êlîfelet, Yerêmay, Minaşşe û Şîmî yên ji Haşûmiyan
û Maeday, Emram, Ûyêl,
Benaya, Bedeya, Kelûhû,
Wanya, Merêmot, Êlyaşîv,
Mattanya, Mattenay, Yaesay,
Banî, Binnûy, Şîmî,
Şelemya, Natan, Edaya,
Maxnadbay, Şaşay, Şaray,
Ezarêl, Şelemya, Şemarya,
Şallûm, Amarya û Ûsiv ên ji Baniyan.
Yeiyêl, Mattîtya, Zavad, Zevîna, Yadday, Yoêl û Benaya yên ji Neboyiyan.
Tevahiya wan bi jinên xerîb re zewicî bûn. Hinek jî bi wan jinan re bûn xweyî zarok.
Gotinên Nehemyayê kurê Haxalya ev in: Di sala bîstan a padîşahiya Artahşastayê Padîşah de ku meha Kîslevê ye, gava ez li Birca Sûsayê bûm,
birayekî min ê Hananî bi hinek Cihûdayiyan re hat. Min li ser Cihûdayiyên filitî yên ji sirgûnê saxmayî û li ser Orşelîmê pirsî.
Ji min re got: “Rewşa kesên li vê herêmê ku ji sirgûnê sax mane, pir xerab e û di nava riswatiyê de ne. Sûrên Orşelîmê hatine hilweşandin û dergehên wê jî hatine şewitandin.”
Gava min ev bihîstin, ez rûniştim û giriyam. Min bi rojan şîn kir. Min rojî girt û ji Xwedayê Ezmanan re dua dikir.
Min digot: “Ya Xwedayê Ezmanan Xudan! Ya Xwedayê mezin û biheybet ê ku tu bi kesên ji te hez dikin û emrên te pêk tînin re bi dilsozî peymanê pêk tînî.
Guhdar be! Çavê xwe veke! Duaya vî xulamê xwe bibihîze ku ez îro, bi şev û roj li hizûra te ji bo Îsraêliyên xulamên te dikim. Ez li gunehên gelê Îsraêl, li gunehên ku me li dijî te kirine mikur hatim. Min jî, bav û kalên min jî guneh kiriye.
Me li dijî te gelek xerabî kirin. Me emir, qanûn û rêbazên te yên ku te dan Mûsayê xulamê xwe, pêk neanî.
“Gotina ku te ji Mûsayê xulamê xwe re got, bi bîr bîne. Te gotibû: ‘Heke hûn bi min re nedilsoz bin, ezê we li nav gelan belav bikim.
Lê heke hûn li min vegerin, emrên min bikin û pêk bînin, ezê kesên we yên hatine sirgûnkirin, li binê ezmanan jî bin, ji wir berhev bikim û bînim cihê ku ji bo navê min bi cih bibe, min hilbijartiye.’
“Ew gel û xulamên te ne ku te ew bi qeweta xwe ya mezin û destê xwe yê hêzdar rizgar kiriye.
Ya Reb! Guhdariya duaya xulamê xwe û duaya xulamên xwe yên ku ji tirsa navê te dilşa dibin, bike. Îro karê xulamê xwe bi ser bixe û bike ku padîşah pêşniyara min qebûl bike.” Wê çaxî ez meygerê padîşah bûm.
Di meha Nîsanê de ku bîst saliya Artahşastayê Padîşah e, her gava şerab li pêş wî bû, min şerab hilda û da padîşah. Li hizûra wî qet xemgîn nebûm.
Padîşah ji min re got: “Tu ne nexweşî, çima wisa xemgîn î? Gelo derdekî te heye?” Ez gelekî tirsiyam.
Min ji padîşah re got: “Bila padîşah her û her bijî! Bajarê goristana bav û kalên min wêran bûye û dergehên wê hatine şewitandin, ezê çawa xemgîn nebim?”
Padîşah ji min re got: “Tu çi dixwazî?” Min ji Xwedayê Ezmanan re dua kir
û ji padîşah re got: “Heke bi dilê te be û dilê te bi xulamê te xweş be, min bişîne Cihûdayê, bajarê ku goristana bav û kalên min li wir e, ezê bajêr ji nû ve ava bikim.”
Gava şahbanû li ba wî bû, padîşah ji min re got: “Rêwîtiya te wê çiqas bidome? Tê kengê vegerî?” Ji ber ku çûyîna min bi dilê wî bû, min jê re wextek diyar kir.
Paşê min ji padîşah re got: “Ezbenî heke bi dilê te be, bila name ji waliyên herêma rojavayê Feratê re bên nivîsandin ku gava ez bigihîjim Cihûdayê, ew rê bidin min.
Herwiha bila nameyek ji Asafê nobedarê daristana padîşah re jî bê nivîsandin. Bila ew daran bidin min ku kêranên ji bo dergehên birca li ba Malê, sûrên bajêr û xaniyê ku ezê lê bimînim bên çêkirin.” Ji bo ku destê Xwedayê min ê qenc li ser min bû, padîşah daxwaza min qebûl kir.
Gava ez hatim ba waliyên herêma rojavayê Feratê, min nameyên padîşah dan wan. Padîşah bi min re siwar û fermandar şandibûn.
Sanballatê Horonî û Toviyayê Peywirdarê Emmonî ev yek bihîst. Hatina kesekî ku li qenciya gelê Îsraêl digere, ew gelekî aciz kirin.
Ez hatim Orşelîmê û li wir sê rojan mam.
Bi şev ez tevî hinek zilaman rabûm. Min tiştê ku Xwedayê min ji bo Orşelîmê bikim xistibû dilê min, ji tu kesî re negot. Min tenê heywanê ez lê siwar bûm, bir.
Bi şev di Dergehê Newalê re, ber bi Kaniya Ejderhayê û Dergehê Zibil re çûm. Min çavdêriya sûrên Orşelîmê yên hilweşiyayî û dergehên şewitî kir.
Ez çûm Dergehê Kaniyê û Hewza Padîşah. Lê ji bo heywanê ez lê siwar dibûm cihekî derbasbûnê tunebû.
Loma ez bi şev derbasî newalê bûm û min çavdêriya sûran kir. Ez zivirîm û ketim Dergehê Newalê ku vegerim malê.
Peywirdar nizanibûn ez çûme ku derê û ez çi dikim. Min ji Cihû, kahin, pêşeng, serek û kesên din ên kar dikin re behsa tiştekî nekiribû.
Min ji wan re got: “Hûn rewşa xerab a ku em tê de ne dibînin. Orşelîm wêran e û dergehên wê hatine şewitandin. Werin, em sûrên Orşelîmê ji nû ve ava bikin û ji nava vê riswatiyê derkevin.”
Min ji wan re got ku destê Xwedayê min ê qenc li ser min e. Min gotinên ku padîşahê min ji min re gotibûn jî, ji wan re got. Wan got: “Em rabin û ji nû ve ava bikin.” Ji bo vî karê baş zend û bendê xwe ba dan.
Lê gava Sanballatê Horonî, Toviyayê Peywirdarê Emmoniyan û Geşemê Ereb ev yek bihîst, wan em kêm dîtin û henekên xwe bi me kirin. Wan got: “Hûn çi dikin? Ma hûn li dijî padîşah serî hildidin?”
Min bersiv da wan û got: “Yê ku me bi ser bixe, Xwedayê Ezmanan e. Em xulamên wî, rabûn ku ji nû ve ava bikin. Li Orşelîmê, wê ne para we, ne jî axa we hebe. Wê kes behsa navê we jî neke.”
Êlyaşîvê Serkahin û kahinên din rabûn, Dergehê Pêz ji nû ve ava kirin. Wan ew pîroz kir û deriyên wî bi cih kirin. Dîwarê ku ji Dergehê Pêz destpê dike û heta Birca Hammêa û Birca Hananêlê diçe, pîroz kirin.
Erîhayiyan beşê li ba wan lê kir. Zakkûrê kurê Îmrî jî beşê din ji nû ve ava kir.
Senaayiyan Dergehê Masiyan ava kir. Kêranên wê danîn, bask, zirze û destikên deriyan pê ve kirin.
Merêmotê kurê Ûriyayê kurê Haqqos beşê din nû kir. Meşûllamê kurê Berekyayê kurê Meşêzavêl beşê din ji nû ve ava kir. Sadoqê kurê Baena beşê din ji nû ve ava kir.
Teqoayiyan beşê din nû kir, lê kesên esilzade nexwest tevli karê xweyiyên xwe bibin.
Yoyadayê kurê Pasêah û Meşûllamê kurê Besodya Dergehê Kevin ji nû ve ava kir. Wan kêranên wê danîn, bask, zirze û destikên deriyan pê ve kirin.
Melatyayê Gîvonî û Yadonê Mêronotî ku mirovên Gîvonî û Mîspayî ne, beşê din ji nû ve ava kir. Ew bajar di bin serweriya waliyê herêma rojavayê Feratê de bûn.
Ûzziyêlê kurê Harhaya ku zêrker bû, beşê din ji nû ve ava kir. Hananyayê etar, beşê din ji nû ve ava kir. Wan sûrên Orşelîmê heta Dîwarê Fireh ava kirin.
Refayayê kurê Hûr ku serekê nîvê Orşelîmê bû, beşê din ji nû ve ava kir.
Yedayayê kurê Harûmaf beşê din ê li pêşberî deriyê mala xwe ji nû ve ava kir. Hattûşê kurê Haşavneya, beşê li din ji nû ve ava kir.
Malkiyayê kurê Harîm û Haşşûvê kurê Pahat-Moav, beşê din û Birca Tenûran ji nû ve ava kirin.
Şallûmê kurê Hallohêş ku serekê nîvê Orşelîmê bû, bi keçên xwe re beşê din ji nû ve ava kir.
Hanûn û şêniyên Zanoahê Dergehê Newalê ji nû ve ava kir. Wan ew û beşê li ser dîwêr heta Dergehê Ziblê bi qasî hezar gazî ji nû ve ava kirin û bask, zirze û destikên deriyan pê ve kirin.
Malkiyayê kurê Rêxavê serekê navçeya Bêthakkeremê, Dergehê Ziblê ji nû ve ava kir. Wî ew ava kir û bask, zirze û destikên deriyan pê ve kirin.
Şallûnê kurê Kol-Hozeyê serekê bajarê Mîspayê, Dergehê Kaniyê ji nû ve ava kir. Serê wî nixumand û bask, zirze û destikên deriyan pê ve kirin. Herwiha wî dîwarê Hewza Şelahê ya li ber bexçeyê padîşah, heta bi derenceyên ku xwe ji Bajarê Dawid berdidin, ji nû ve ava kir.
Ji wir wêdetir Nehemyayê kurê Ezbûqê serekê nîvê navçeya Bêtsûrê, ji pêşberî goristana Mala Dawid, heta hewza çêkirî û Mala Mêrxasan ji nû ve ava kir.
Ji wir wêdetir Rehûmê kurê Banî û Lêwiyiyên din ji nû ve ava kir. Li ba wî Haşavyayê serekê nîvê navçeya Qeîlayê, beşê aliyê xwe ji nû ve ava kir.
Ji wir wêdetir, Bawayê kurê Hênadadê serekê nîvê din ê bajarê Qeylayê û birayên wan ji nû ve ava kir.
Li ba wî Êzerê kurê Yêşû ku serekê bajarê Mîspayê bû, beşê din ji nû ve ava kir ku ji hevraz heta goşeyê, heta ber cebilxaneyê ve diçû.
Ji wir wêdetir Barûkê kurê Zakkay beşê din ji nû ve ava kir ku ji Goşeyê heta ber deriyê mala Êlyaşîvê Serkahin diçû.
Ji wir wêdetir Merêmotê kurê Ûriyayê kurê Haqqos beşê ku ji ber deriyê mala Êlyaşîv heta dawiya mala Êlyaşîv diçû, ji nû ve ava kir.
Ji wir wêdetir kahinên li derdorê dijiyan, ji nû ve ava kir.
Ji wir wêdetir Binyamîn û Haşşûv beşê li hemberî malên xwe ji nû ve ava kir. Ji wir wêdetir Ezaryayê kurê Maesêyayê kurê Enanya ber mala xwe ji nû ve ava kir.
Ji wir wêdetir Binnûyê kurê Hênadad, beşê ji mala Ezarya heta cihê ku Sûr li xwe difetile, heta ber bi goşeyê beşekî din, ji nû ve ava kir.
Palalê kurê Ûzay, pêşberî goşeyê û birca ji qesra padîşah a jorîn ku ber bi derve, li kêleka hewşa parêzvanan ji nû ve ava kir. Ji wir wêdetir Pedayayê kurê Paroş
û peywirdarên Perestgehê yên li Ofelê rûdiniştin, beşê heta li hember Dergehê Avê yê ku li aliyê rojhilatê û heta birca ber bi derve derketiye ji nû ve ava kir.
Ji wir wêdetir Teqoayiyan beşê li pêşberî birca mezin ku ber bi derve ve diçe, heta bi dîwarê Ofelê ji nû ve ava kir.
Kahinan serê Dergehê Hespan ji nû ve ava kir, her kesî pêşiya mala xwe ji nû ve ava kir.
Ji wir wêdetir Sadoqê kurê Îmmêr pêşberî mala xwe ji nû ve ava kir. Ji wir wêdetir nobedarê Dergehê Rojhilat, Şemayayê kurê Şexanya ji nû ve ava kir.
Ji wir wêdetir Hananyayê kurê Şelemya û kurê şeşan ê Salaf, Hanûn beşê din ji nû ve ava kir. Ji wir wêdetir Meşûllamê kurê Berekya pêşberî odeya xwe ji nû ve ava kir.
Ji wir wêdetir Malkiyayê zêrker, heta ber bi mala peywirdarên Perestgehê û bazirganan a li pêşberî Dergehê Mîfqadê û heta odeya goşeya jora li sûrê ji nû ve ava kir.
Navbera serejêra goşeyê û Dergehê Pêz, zêrker û bazirganan ji nû ve ava kir.
Gava Sanballat bihîst ku em sûran lê dikin, gelek aciz û hêrs bû. Wî henekên xwe bi Cihûyan kirin.
Li ber birayên xwe û artêşa Sameryayê got: “Ev Cihûyên ketî çi dikin? Wê her tiştan ji nû ve ava bikin? Gelo wê qurban serjê bikin? Wê di rojekê de biqedînin? Wê di nav komên molozan de ma wê keviran jîndar bikin? Hemû şewitî ne!”
Toviyayê Emmonî li ba wî bû û got: “Ka li dîwarokê wan ê kevir binêre! Roviyek jî here ser, wê hilweşe!”
Loma min wiha dua kir û got: “Ya Xwedayê me bibihîze! Çimkî me biçûk dibînin. Tinazên wan bîne serê wan. Wekî talên bide destê warê sirgûnê.
Neheqiyên wan nenixême, bila gunehên wan li ber te neyên rakirin. Çimkî wan li pêşberî avakaran, tu hêrs kirî.”
Paşê me lêkirina sûran berdewam kir. Heta nîvê bilindahiya wan, me tevahiya sûran lê kir. Çimkî gel ji bo xebatê dilxwaz bû.
Gava Sanballat, Toviya, Ereb, Emmonî û Aşdodiyan dît ku lêkirina sûrên Orşelîmê baş dimeşe û cihên hilweşandî têne dagirtin, gelekî hêrs bûn.
Hemû bi hev re fen û fût çêkirin ku werin, şerê Orşelîmê bikin û tevlihevî derxin.
Lê me ji Xwedayê xwe re dua kir û ji bo wan me bi şev û rojan nobedar danîn.
Lê Cihûdayiyan digot: “Hêza barkêşan kêm dibe. Ewqas moloz hebin, em nikarin sûran lê bikin.”
Dijminên me digot: “Heta em bikevin nav wan, wan bikujin û karê dikin bidin sekinandin, wê fêm nekin û nebînin.”
Cihûyên li ba wan diman jî hatin, deh caran em hişyar kirin û gotin: “Divê hûn vegerin ba me, yan na wê ji her aliyê êrîşê we bikin.”
Li ser vê yekê li pişt sûran, li cihên herî jêrîn û li cihên vekirî min, gel tevî şûr, rim û kevanan danîn û li gorî binemalan min ew bicih kirin.
Piştre min li van tiştan nihêrî, rabûm û min ji pêşeng, peywirdar û gel re got: “Ji wan netirsin! Rebê mezin û biheybet bi bîr bînin û ji bo bira, kur, keç, jin û malên xwe şer bikin.”
Gava dijminên me bihîst ku fena wan li me eşkere bûye û Xwedê betal kiriye, her kesê ji me vegeriya sûran ku karê xwe bike.
Piştî wê rojê nîvê xulamên min kar dikin û nîvê mayî rahiştin rim, mertal, kevan û zirxan. Serek li pişt tevahiya Mala Cihûda bûn
ku avakarên sûran biparêzin. Barkêş bi destekî xwe barê xwe, bi destê din jî çek hildigirtin.
Avakar, şûrê xwe girê dabûn û dixebitîn. Borîvan jî li ba min bû.
Min ji pêşeng, peywirdar û gel re got: “Kar gelek e û belavela ye. Em li ser sûran ji hev dûr in.
Gava we dengê boriyan bihîst, li ba me bicivin. Wê Xwedayê me ji bo me şer bike.”
Bi vî awayî me kar dikir, nîvî ji wan, ji serê sibê heta stêrên şevê, rim hildigirtin.
Wê gavê min ji gel re got: “Her kes bila şeva xwe, bi xulamê xwe re, li Orşelîmê derbas bike. Bila bi şev nobetê bigirin, bi roj jî bixebitin.”
Ne min, ne birayên min, ne xulamên min, ne jî nobedarên min, tu kes ji me cil û bergên xwe dernedixistin. Çekê her kesî di destê wî de bû.
Piştî demekê li ser birayên wan ên Cihû, gel û jinên wan kir hewar.
Hinekan digot: “Em bi kur û keçên me pir in. Divê em dexil bistînin bixwin ku em bijîn.”
Hinekan jî digot: “Ji ber xelayê divê em dexil bistînin, beramberî wê zevî, rez, bexçe û xaniyên xwe gerew deynin.”
Hinekên din digot: “Ji bo baca padîşah em li ser zevî, rez û bexçeyên xwe ketin bin deynan.
Goştê me wekî goştê canê birayên me ye. Kurên me, wekî kurên wan in, ne wisa ye? Lê niha em kur û keçên xwe dikin kole û hinek keçên me bûne carî! Tu tişt ji destê me nayê, zevî û rezên me yên kesên din in.”
Gava min ev hewar û gazin bihîstin, ez gelek hêrs bûm.
Bi dilê xwe şêwirîm, min pêşeng û peywirdar sûcdar kirin û got: “Tevahiya we ji birayên xwe faîzê distînin.” Min li dijî wan komeke mezin ava kir
û ji wan re got: “Heta ji destê me hat me birayên xwe yên Cihû kirîn ku ji bo miletên din hatibûn firotin. Hûn birayên xwe difiroşin ku em careke din wan bikirin?” Ew bêdeng man, gotineke ku bêjin nedîtin.
Min got: “Ev karê we ne baş e. Ma ne hewce ye, hûn di tirsa Xwedayê me de bimeşin ku miletên dijminên me tinazên xwe bi me nekin?
Herwiha ez, birayên min û xulamên min bi xwe jî, em bi deyn zîv û dexil didine wan. Hêvî dikim, em êdî vê faîzê biqedînin.
Îro rabin zevî, rez, bexçeyên zeytûnan û malên wan bidin wan. Bi ser de jî, ji sedî yekê faîza ku hûn ji bo zîv, dexil, şeraba nû û zeytê distînin, li wan vegerînin.”
Gotin: “Emê li wan vegerînin û tiştekî ji wan nexwazin. Çawa tu dixwazî, emê wisa bikin.” Min gazî kahinan kir û min ew dan sondê ku li gorî vê sozê tevbigerin.
Min dawa xwe weşand û got: “Her kesê ku vê sozê neyîne cih, bila Xwedê wî jî wisa daweşîne û bavêje, mal û milkê wî jî, ji destê wî bistîne.” Tevahiya civakê got: “Amîn” û pesnê Xudan da. Bi vî awayî gel li gorî vê sozê kir.
Herwiha ji roja ku ferman dane min ku ez bibim waliyê welatê Cihûda, ji bîst saliya Artahşastayê Padîşah heta sî û du saliya wî, ne min, ne jî hevalên min duwanzdeh salan xwarina walîtiyê nexwar.
Waliyên beriya min li ser gel bûn bar û ji wan, ji bilî nan û şerabê, 40 şekel zîv jî distandin. Xulamên wan jî bûbûn bela serê gel. Lê ji tirsa Xwedê, min wisa nekir.
Min jinûveavakirina sûran berdewam kir. Hemû xulamên min li ser kar bûn, me zeviyek jî nekirî.
Sed û pêncî kes li ser sifreya min hebûn. Hem Cihû û peywirdar, hem jî gelên ji derdora me dihatin ba me.
Ji bo min her roj gayek, şeş pezên bijare û mirîşk dihatin serjêkirin. Ji deh rojan carek, bi têra xwe şerab dihate amadekirin. Lê dîsa jî, ji ber ku barê koletiyê li ser gel giran bû, min dest neda xwarina walîtiyê.
Ya Xwedayê min! Her tiştê min di riya vî gelî de kiriye, ji bo min bi qencî bi bîr bîne.
Sanballat, Toviya, Geşemê Ereb û dijminên me yên din bihîst ku min sûr ava kiriye û cihekî qelişî jî tê de nemaye. Lê heta wê demê min derî bi dergehan ve nekiribûn.
Sanballat û Geşem ji min re xeber şand û got: “Were, em li gundekî Deşta Onoyê hev bibînin.” Lê fikra wan ew bû ku xerabiyê bi min bikin.
Min xeber şand û got: “Ez karekî mezin dikim, nikarim bêm. Çima ez dev ji kar berdim, bêm ba we û di vê navberê de kar bisekine?”
Li ser vê gotina min, wan çar caran xeber ji min re şand û min li gorî vê gotinê bersiva wan da.
Sanballat cara pêncan qasidê xwe şand ba min. Di destê wî de nameyeke vekirî hebû.
Tê de wiha hatibû nivîsandin: “Di nav gelan de tê gotin –Geşem jî dibêje– ku tu û Cihû difikirin serî hildin û ji bo vê yekê ye ku tu sûran lê dikî. Li gorî van gotinan tu dixwazî bibî padîşahê wan.
Ji bo ku bêjin: ‘Li Cihûdayê padîşah heye’ û li Orşelîmê bidin bihîstin, te pêxember jî tayîn kirine. Niha wê ev yek ji padîşah re bê gotin. Loma were em bi hev bişêwirin.”
Min xeber jê re şand û got: “Tiştekî tu dibêjî neqewimiye. Tu van tiştan bi xwe çêdikî.”
Çimkî tevahiya wan gotin ku divê ew dev ji kar berdin û kar nekin. Bi vî awayî xwestin me bitirsînin. Lê min ev dua kir û got: “Xwedêyo, destê min hêzdar bike!”
Rojekê ez çûm mala Şemayayê kurê Delayayê kurê Mehêtavêl ku xwe li malê veşartibû. Wî ji min re got: “Li Mala Xwedê, li hundirê Perestgehê em hev bibînin, lê em deriyê Perestgehê bigirin. Çimkî wê ji bo kuştina te werin! Belê wê bi şev ji bo kuştina te werin.”
Min got: “Ma mêrekî wekî min direve? Kesekî wekî min ji bo sax bimîne, dikeve Perestgehê? Ez nakevimê.”
Min fêm kir ku Xwedê ew neşandiye. Ji ber ku Toviya û Sanballat bi pere ew girtibû, wî wekî pêxemberekî ev gotin li dijî min gotibûn.
Ji bo vî karî, pere dabûn wî. Ji bo ez bitirsim, bi ya wî bikim û guneh bikim. Wan xwest navê min xerab bikin û tinazê xwe bi min bikin.
“Ya Xwedayê min! Toviya, Sanballat, Noedyaya Pêxember û pêxemberên din ên dixwazin min bitirsînin, li gorî van karên wan bi bîr bîne.”
Jinûveavakirina sûran di pêncî û du rojan de ango di bîst û pêncê Êlûlê de qediya.
Gava tevahiya dijminên me bihîst, hemû miletên li derdora me tirsiyan. Bi vî awayî bi tevahî baweriya xwe winda kirin. Çimkî pê hesiyan ku ev kar ji aliyê Xwedayê me ve hatiye kirin.
Herwiha di wan rojan de, pêşengên Cihûdayê gelek caran ji Toviya re name dişandin. Nameyên Toviya jî, ji wan re diçûn.
Li Cihûdayê gelek mirov ji bo wî sond xwaribûn. Çimkî ew zavayê Şexanyayê kurê Arah bû. Yehohananê kurê wî jî, keça Meşûllamê kurê Berekya ji xwe re anîbû.
Pêşangan li ber min behsa qenciyên Toviya dikirin û gotinên min jê re dibirin. Toviya, ji bo min bitirsîne name dişandin.
Sûr hatibûn çêkirin, deriyên dergehan ji aliyê min ve hatibûn lê xistin, gava dergevan, stranbêj û Lêwiyî hatin tayînkirin,
min birayê xwe Hananî û Hananyayê serekê bircê li ser Orşelîmê kir karmend. Ji ber ku ev zilam dilsoz bû û ji gelek kesan zêdetir ji Xwedê ditirsiya.
Min ji wan re got: “Heta qêleqija rojê, bila dergehên Orşelîmê venebin. Gava ew nobedarî dikin, bila deriyan bigirin û zirzeyan bidin ber. Ji şêniyên Orşelîmê jî nobedaran tayîn bike. Bila hinek li holika nobedariyê, hinek jî li ber mala xwe nobetê bigirin.”
Orşelîm berfireh û mezin bû, lê gelê tê de kêm bû û xanî hê jî nehatibûn avakirin.
Xwedê xist dilê min ku ji bo li gorî nifşên xwe bên hejmartin civandina pêşeng û peywirdaran û berhevkirina gel pêk bînim. Min secereya kesên ku berê derketine peyda kir. Tê de wiha hatibû nivîsandin:
Kesên herêma ku Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê ew sirgûn kiribûn, vegeriyan Orşelîmê û Cihûdaya bajarên xwe.
Ew bi Zerûbbabîl, Yêşû, Nehemya, Ezarya, Raemya, Nahamanî, Mordexay, Bîlşan, Mîsperet, Bîgway, Nehûm û Baena re hatin. Hejmara wan Îsraêliyan wiha bû:
2.172 Paroşî,
372 Şefatyayî,
652 Arahî,
2.818 Pahat-Moaviyên ji ziriyeta Yêşû û Yoav,
1.254 Elamî,
845 Zattûyî,
760 Zakkayî,
648 Binnûyî,
628 Bêvayî,
2.322 Ezgadî,
667 Adonîqamî,
2.067 Bîgwayî,
655 Edînî,
98 Atêriyên ji ziriyeta Hîzqiya,
328 Haşûmî,
324 Bêsayî,
112 Harîfî,
95 Gîvonî,
188 Bêtlehemî û Netofayî,
128 Enatotî,
42 Bêtezmawetî,
743 Qîryat-Yearîmî, Kefîrayî û Beêrotî,
621 Ramayî û Gevayî,
122 Mîkmasî,
123 Bêt-Êlî û Eyî,
52 mirovên bajarê Neboyê yê din,
1.254 mirovên bajarê Elamê yê din,
320 Harîmî,
345 Erîhayî,
721 Lodî, Hadîdî û Onoyî
û 3.930 Senaayî.
Kahin: 973 Yedayayiyên ji mala Yêşû,
1.052 Îmmêrî,
1.247 Paşxûrî
û 1.017 Harîmî.
Lêwiyî: 74 Yêşûyiyên ji ziriyetên Hodewa û Qadmiyêl.
Stranbêj: 148 Asafî.
Dergevan: 138 Şallûmî, Atêrî, Talmonî, Eqqûvî, Hatîtayî û Şovayî.
Peywirdarên Perestgehê: Sîhayî, Hasûfayî, Tabbaotî,
Qêrosî, Sîayî, Padonî,
Levanayî, Hagavayî, Şalmayî,
Hananî, Gîddelî, Gaharî,
Reayayî, Resînî, Neqodayî,
Gazzamî, Ûzzayî, Pasêahî,
Bêsayî, Meûnîmî, Nefîşesîmî,
Baqbûqî, Haqûfayî, Harhûrî,
Baslîtî, Mehîdayî, Harşayî,
Barqosî, Sîserayî, Temahî,
Nesîahî û Hatîfayî.
Ziriyetên xulamên Silêman: Sotayî, Soferetî, Perîdayî,
Yaelayî, Darqonî, Gîddelî,
Şefatyayî, Hattîlî, Poxeret-Hassevayîmî û Amonî.
Hemû peywirdarên Perestgehê tevî kesên ji ziriyetên xulamên Silêman: 392.
Kesên ji bajarên Tel-Melah, Tel-Harşa, Kerûv, Addon û Îmmêrê hatin lê nekaribûn bidin kifşkirin ku ji kîjan ziriyet an malbatê ne û bi rastî Îsraêlî ne, ev in:
Delayayî, Toviyayî û Neqodayî.
Ji ziriyetên kahinan jî ev bûn: Hovayayî, Haqqosî û kurên Barzîllayê ku bi keçeke Barzîllayê Gîladî re zewicî û navê xezûrê xwe stand.
Ew li ziriyeta xwe geriyan lê qeydeke nivîskî nedîtin. Loma jî ne paqij hatin hesibandin û kahintî ji wan hat standin.
Walî ji wan re gotiye ku heta kahinekî ku Ûrîm û Tûmmîmê bi kar tîne derkeve, ji xwarina herî pîroz nexwin.
Hejmara tevahiya civakê 42.360 kes bû.
Herwiha 7.337 xulam û xadim, 245 stranbêjên jin û mêr,
736 hesp, 245 hêstir,
435 deve û 6.720 kerên wan jî hebûn.
Ji serekên binemalan hin kesan, ji bo vî karî diyarî pêşkêş kirin. Walî hezar darîk zêr, 50 tasik, 530 mîntanên kahinan da xezîneyê.
Ji serekên binemalan hin kesên din, ji bo xezîneya kar 20.000 darîk zêr û 2.200 mina zîv da.
Ji gelê mayî tiştên ku hatin dayîn, 20.000 darîk zêr, 2.000 mina zîv û 67 mîntanên kahinan.
Kahin, Lêwiyî, dergevan, stranbêj, hinek kesên ji gel, peywirdarên Perestgehê û tevahiya gelê Îsraêl li bajarên xwe bi cih bûn.
Piştî ku Îsraêlî li bajarên xwe bûn, di meha heftan de tevahiya gel çawa ku yek mirov bin, li meydana pêşberî Dergehê Avê civiya. Wan ji Ezrayê Nivîsende, Nivîsa Mûsa ya Şerîetê xwest ku Xudan tê de li gelê Îsraêl emir kiribû.
Di roja pêşî ya meha heftan de Ezrayê Kahin, Nivîsa Şerîetê anî pêşberî civakê. Jin, mêr û her kesê ku dikare fêm bike li wir bû.
Wî li meydana pêşberî Dergehê Avê, ji jin, mêr û her kesê ku dikare fêm bike re ji serê sibê heta nîvro jê xwend. Tevahiya gel guh da Nivîsa Şerîetê.
Ezrayê Nivîsende li ser bilindciyekî darîn sekinî ku ji bo vî karî hatibû çêkirin. Li kêleka wî, li aliyê rastê Mattîtya, Şema, Enaya, Ûriya, Hîlqiya û Maesêya bûn. Li aliyê wî yê çepê Pedaya, Mîşaêl, Malkiya, Haşûm, Haşbaddana, Zekeriya û Meşûllam sekinî bûn.
Ezra li ber çavê tevahiya gel nivîsê vekir. Cihê wî ji tevahiya cihê gel bilindtir bû. Dema wî ew vekir, tevahiya gel rabû ser piyan.
Ezra Xwedayê mezin Xudan pîroz kir û tevahiya gel destê xwe hilda û got: “Amîn, amîn.” Paşê xwe tewandin deverû çûn erdê û perizîn Xudan.
Yêşû, Banî, Şêrêvya, Yamîn, Eqqûv, Şabbetay, Hodiya, Maesêya, Qelîta, Ezarya, Yozavad, Hanan û Pelaya ku Lêwiyî bûn, Şerîetê ji gel re şirove kirin. Wê gavê gel di cihê xwe de sekinî bû.
Ji Nivîsa Şerîeta Xwedê bi awayekî eşkere xwendin. Wan wateya wê gotin ku tişta hatiye xwendin bê fêmkirin.
Nehemyayê Walî, Ezrayê Kahin û Nivîsende û Lêwiyiyên ku hînî gel dikirin ji tevahiya gel re got: “Îro ji Xwedayê we Xudan re pîroz e. Şînê nekin û negirîn.” Çimkî tevahiya gel gava guhdariya gotinên Şerîetê dikir digiriya.
Nehemya ji wan re got: “Herin xwarinên bi rûn bixwin, tiştên şîrîn vexwin û ji wan kesan re bişînin ku haziriya xwe nekirine. Çimkî îro ji bo Rebê me pîroz e. Xemgîn nebin, çimkî hêza we şahiya Xudan e.”
Lêwiyiyan got: “Aram bin, ji ber ku îro pîroz e, xemgîn nebin” û bi vî awayî tevahiya gel aş kirin.
Loma tevahiya gel vegeriyan malên xwe ku bixwin, vexwin, paran bişînin û şahiyên mezin bikin. Çimkî wan hemû gotin fêm kiribûn ku ji wan hatibûn xwenden.
Di roja diduyan de, serekên binemalên tevahiya gel, kahin û Lêwiyî ji bo ku gotinên Şerîetê baştir fêm bikin, li ba Ezrayê Nivîsende li hev civiyan.
Wan di Şerîeta ku Xudan bi riya Mûsa dabû de dît ku divê gelê Îsraêl di cejna meha heftan de li holikan rûne.
Divê ew ji hemû gundan û Orşelîmê re bêjin: “Çawa ku hatiye nivîsandin, derkevin ser çiyê, çiqlên darzeytûn, darzeytûnên bejî, darên mêrsînê, darên xurmeyan û darên din ên pelgur bînin û holikan çêkin.”
Gel rabû çû ew anîn û li ser xaniyên xwe, li hewşên xwe, li hewşên Mala Xwedê, li meydana Dergehê Avê û li meydana Dergehê Efrayîmê ji xwe re holik çêkirin.
Tevahiya civaka kesên ji sirgûnê vegeriyan holik çêkirin û di holikan de rûniştin. Gelê Îsraêl ji rojên Yêşûyê kurê Nûn heta wê rojê wisa nekiribû. Loma şabûneke gelek mezin çêbû.
Ezra her roj, ji roja pêşî heta roja dawî ji Nivîsa Şerîeta Xwedê xwend. Heft rojan cejn kirin. Di roja heştan de, li gorî rê û rêbazan civîna mezin hat çêkirin.
Di bîst û çarê vê mehê de gelê Îsraêl civiya û rojî girt. Wan çûx li xwe pêça û xwelî li xwe kir.
Kesên ziriyeta Îsraêl ji tevahiya xerîban veqetiyan, rabûn û li gunehên xwe û neheqiyên bav û kalên xwe mikur hatin.
Li cihê ku sekinîbûn rabûn ser xwe, ji çarîka rojê, ji Nivîsa Şerîeta Xwedayê xwe Xudan xwend. Ji çarîka wê rojê li sûcên xwe mikur hatin û ji Xudan re deverû çûn erdê.
Yêşû, Banî, Qadmiyêl, Şevanya, Bûnnî, Şêrêvya, Banî û Kenaniyê ku Lêwiyî bûn derketin ser bilindciyên ku ji bo Lêwiyiyan in û bi dengekî bilind ji Xwedayê xwe Xudan re kir hewar.
Yêşû, Qadmiyêl, Banî, Haşavneya, Şêrêvya, Hodiya, Şevanya û Petahyayê ku Lêwiyî bûn gotin: “Rabin ser piyan û ji herheyiyê heta hetayê Xwedayê xwe Xudan pîroz bikin. Bila navê te yê birûmet pîroz be ku li ser her pesin û bereketkirinê re ye.
“Tu, tenê tu Xudan î. Te ezmanan, ezmanên ezmanan, tevahiya nexşên wan, erd û hemû tiştên di wan de, derya û hemû tiştên tê de te afirandin. Tu can didî tevahiya wan. Hemû nexşên ezmanan li ber te deverû dibin.
“Xudano, tu ew Xwedayî ku te Avram hilbijart. Te ew ji bajarê Ûra Kildaniyan derxist û te navê Îbrahîm lê danî.
Te dilê wî li pêş xwe dilsoz dît û te pê re peyman çêkir ku welatên Kenaniyan, Hîtîtiyan, Amoriyan, Perîzziyan, Yevûsiyan û Gîrgaşiyan bide ziriyeta wî. Te soza xwe bi cih anî. Çimkî tu rast î.
“Li Misrê te tengasiya bav û kalên me dît. Li kêleka Derya Sor te hewara wan bihîst.
Te li dijî Firewn, tevahiya xulamên wî û tevahiya gelê welatê wî nîşan û keramet pêk anîn. Çimkî te dizanibû wan çiqas zilm û zorî li ser wan kir. Herwekî îro, te nav û dengê xwe belav kir.
Li ber wan te derya kir du şeq ku di nav deryayê re, li ser erdê ziwa derbas bûn. Wekî kevirekî, te kesên ew diqewirandin, avêtin binê ava boş.
Bi rojê bi riya stûna ewran û bi şevê bi riya stûna êgir te rê nîşanî wan da ku riya tê de bimeşin, ji bo wan ronî be.
“Tu daketî ser Çiyayê Sînayê û bi wan re ji ezmanan peyivî. Te rê û rêbazên dirust û Şerîeta rast, qanûn û emrên qenc dane wan.
Te agahiya Roja Septê, roja xwe ya pîroz da wan. Te bi riya xulamê xwe Mûsa ji bo wan emir, qanûn û şerîetek danî.
Dema ew birçî bûn, te ji ezmanan nan da. Dema tî bûn te ji zinêr av derxist. Te ji wan re got: ‘Bikevin welatê ku min soz dabû we û bikin milk!’
“Lê bav û kalên me, quretî û serhişkî kirin. Wan guh nedan emrên te.
Wan nexwest guhdariyê bikin. Wan karên nedîtî ku te di nav wan de kiribûn, ji bîr kirin. Wan serhişkî kir û serekek ji xwe re peyda kir ku vegerin Misrê û koletiya xwe. Lê tu Xwedayê bexişkar, keremdar û dilrehm î. Tu zû hêrs nabî û dilovaniya te zêde ye. Te ew bernedan.
Gava ji xwe re golikekî rijandî çêkir, got: ‘Xwedayê ku tu ji Misrê deraniye ev e’ û çêrên gelek mezin jî kirin,
te bi rehma xwe ya mezin ew li beriyê nehiştin. Stûna ewran a ku bi rojê rê dida û stûna êgir ya ku bi şevê riya wan ronî dikir, ew bi tenê nehiştin.
Ji bo hîn bibin te Ruhê xwe yê qenc da wan. Te ji devê wan man texsîr nekir. Dema tî bûn te av da wan.
Te çil salan ew li beriyê têr kirin, tu kêmahiya wan tunebû. Cilên wan kevin nebûn û lingên wan newerimî.
“Te gel û padîşahiyan da wan. Li her alî te li wan parve kirin û bi vî awayî wan welatê Sîhonê Padîşahê Heşbonê û welatê Ogê Padîşahê Başanê ji xwe re kirin milk.
Te kurên wan wekî stêrên ezmanan zêde kirin û ew xistin welatê ku te ji bav û kalên wan re gotibû wê herin wir.
Kurên wan ketin welatê Kenanê û ji xwe re kirin milk. Te li ber wan bi Kenaniyên ku li welêt rûniştin serî da tewandin. Te ew, padîşahên wan û gelên welêt da destên wan ku ew li gorî dilê xwe tevbigerin.
Wan bajarên bisûr û axa berdar desteser kirin. Wan malên bi her tiştên baş dagirtî –rez, bîrên kolayî, bexçeyên zeytûnan û darên ku bi têra xwe fêkî didin ji xwe re kirin milk. Xwarin, têr bûn û xurt bûn. Bi başiya te ya mezin kêfxweş bûn.
“Lê belê guhdariya te nekirin û li dijî te serî hildan. Şerîeta te avêtin pişt guhên xwe. Pêxemberên te yên ku ji bo ew li te vegerin, şahidiyê dikirin, kuştin. Çêrên gelek mezin jî kirin.
Loma te ew dan destê dijminên wan, wan ew tengezar kirin. Di dema tengasiyên xwe de ji te re kir hewar, te ji ezmanan bihîst. Li gorî rehma xwe ya mezin, te xilaskar dan wan, wan jî ew ji destên dijminên wan rizgar kirin.
“Lê dema ku rihetî dîtin dîsa li ber te xerabî kirin. Ji ber vê yekê te ew di destê dijminên wan de hiştin û li ser wan hikim kirin. Dema ew vegeriyan û ji te re kir hewar, te ji ezmanan bihîst û li gorî rehma xwe, gelek caran ew rizgar kirin.
“Ji bo ku tu wan vegerînî ser Şerîeta xwe te ew hişyar kirin. Lê wan quretî kir û guhdariya emrên te nekirin. Wan li dijî hikmên te ku mirov bi kirina wan dijî, guneh kirin. Wan serhişkî kir, pişta xwe da te û guhdariya te nekir.
Lê te li hember wan bi salan sebir kir û te bi Ruhê xwe, bi riya pêxemberên xwe ew hişyar kirin. Lê wan guh neda loma te ew da destê gelên welatan.
Lê belê ji ber rehma xwe ya mezin te ew bi tevahî tune nekirin, te ew bernedan. Çimkî tu Xwedayê dilrehm û keremdar î.
“Ya Xwedayê me! Ya Xwedayê mezin ê hêzdar û biheybet ku peyman û dilsoziyê diparêze, ji roja padîşahiya Aşûriyan heta îro, padîşahên me, serekên me, kahinên me, pêxemberên me, bavkalên me û tevahiya gelên me, tengasiya ku hatiye serê me, bila li ber çavên te kêm xuya nekin.
Lê di tiştên têne serê me de tu rast î. Tu dilsoz bûyî, lê me xerabî kir.
Padîşahên me, serekên me, kahinên me û bavkalên me Şerîeta te negirtin û guhdariya emir û şîretên te nekirin.
Li welatê wan, di nav qenciyên ku te zêde da wan de û li welatê berfireh û berdar de ku te xistibû destê wan, ji te re xulamî nekirin û dev ji karên xwe yên xerab bernedan.
“Va ye em îro kole ne. Li welatê te dabû bav û kalên me ku em berê wî bixwin û qenciya wî bibînin, em îro tê de kole ne.
Ji ber gunehên me, berdariya welêt ji padîşahên te danî ser serê me re çû. Me û heywanên me li gorî dilê xwe bi kar tînin. Em di nav tengasiyeke mezin de ne.
“Her dem li ser vê yekê em peymaneke xurt çêdikin û dinivîsin. Serekên me, Lêwiyiyên me û kahinên me peymanê mor dikin.”
Kesên ku mor kirin ev in: Nehemyayê Waliyê kurê Haxalya û Sîdqiya.
Herwiha Seraya, Ezarya, Yêremya,
Paşxûr, Amarya, Malkiya,
Hattûş, Şevanya, Mallûk,
Harîm, Merêmot, Ovadya,
Daniyêl, Gînneton, Barûk,
Meşûllam, Aviya, Miyamîn,
Maezya, Bîlgay û Şemaya. Ev kahin bûn.
Lêwiyî: Yêşûyê kurê Azanya, ji kurên Hênadad Binnûy, Qadmiyêl
û birayên wan, Şevanya, Hodiya, Qelîta, Pelaya, Hanan,
Mîxa, Rehov, Haşavya,
Zakkûr, Şêrêvya, Şevanya,
Hodiya, Banî û Benînû.
Serekên gel: Paroş, Pahat-Moav, Elam, Zattû, Banî,
Bûnnî, Ezgad, Bêvay,
Adoniya, Bîgway, Edîn,
Atêr, Hîzqiya, Ezzûr,
Hodiya, Haşûm, Bêsay,
Harîf, Enatot, Nêvay,
Magpîaş, Meşûllam, Hêzîr,
Meşêzavêl, Sadoq, Yaddûa,
Pelatya, Hanan, Enaya,
Hoşêya, Hananya, Haşşûv,
Hallohêş, Pîlha, Şovêq,
Rehûm, Haşavna, Maesêya,
Ahiya, Hanan, Enan,
Mallûk, Harîm û Baena.
“Kesên din ên gel, kahin, Lêwiyî, dergevan, stranbêj, peywirdarên Perestgehê û tevahiya gelên welêt ên ku ji Şerîeta Xwedê veqetiyane, jinên wan, kur û keçên wan, kesên zana û fêmdar,
bi birayên xwe re, bi esilzadeyan re bûn yek. Ji bo ku di riya Şerîeta Xwedê de ku Xwedê bi riya Mûsayê xulamê xwe daye de herin û tevahiya emir, qanûn û rêbazên Rebê me Xudan pêk bînin sond xwarin. Naletê li wan kesan anîn ku van rêbazan pêk neyînin.
“Emê keçên xwe nedin gelên welêt û ji kurên xwe re keçên wan nexwazin.
“Gelên welêt heke eşya û her cure genim ji bo firotinê, Roja Septê bînin, Roja Septê yan jî rojeke din a pîroz jî be, ji wan nekirin. Emê sala heftan erdê xwe beyar bihêlin û hemû deynan bibexişînin.
“Ji bo xizmeta Mala Xwedayê me, em ji xwe re emir dikin ku emê her sal ji sisêyê yekê şekelê bidin.
Wê ji bo Nanê Xêrê, pêşkêşiya dexlê ya rojane û qurbana şewitandinê ya rojane, ji bo rojên Septê, cejnên Heyva Nû û cejnên kifşkirî yên din, ji bo pêşkêşiyên pîroz, pêşkêşiyên paqijiyê yên kefareta gelê Îsraêl û ji bo hemû karên Mala Xwedayê me bin.
“Li ser gorîgeha Xwedayê me Xudan, li gorî ku di Şerîetê de hatiye nivîsandin, ji bo şewatê û li gorî binemalên me ku her sal di demên diyarkirî de, ji bo goriyê daran bînin Mala Xwedayê me, kahin, Lêwiyî û gel bi hev re pişk avêt.
“Her sal emê berê pêşî yê axa me û her cure fêkiyên daran ji bo anîna Mala Xudan bînin.
“Li gorî Şerîeta hatiye nivîsandin, ji bo kahinên ku di Mala Xwedayê me de xizmetê dikin, emê kurên xwe û heywanên xwe yên pêşî, dewar û pezên xwe yên pêşî bînin Mala Xwedayê me.
“Emê hevîrê xwe, pêşkêşiyên rakirina dexil, her cure fêkiyên daran, şeraba nû û zeytê yên pêşî ji bo embarên Mala Xwedayê me bînin bidin kahinan. Emê dehyekên axa me ji bo Lêwiyiyan jî bînin. Çimkî di hemû bajarên me yên çewlikî de Lêwiyî dehyekan distînin.
Gava Lêwiyî dehyekan distînin, wê kahinê kurê Harûn bi Lêwiyiyan re be. Wê Lêwiyî dehyeka dehyekê derxin embar û xezîneya Mala Xwedayê me.
Îsraêlî û Lêwiyî, wê pêşkêşiya rakirina dexil, şeraba nû û zeyta wê bînin odeyên ku taximên Pîrozgehê, kahinên xizmetkar, dergevan û stranbêj li wir in. Êdî emê dev ji Mala Xwedayê xwe bernedin.”
Serekên gel li Orşelîmê rûniştin, kesên gel ên mayî ji bo ji deh kesan yek li Orşelîma bajarê pîroz rûne û neh kes jî li bajarên xwe bimînin, pişk avêtin.
Gel hemû kesê ku ji dil xwe derxist pêş ku li Orşelîmê rûne, pîroz û bereket kir.
Serekên herêmê ên li Orşelîmê rûdinin ev in. –Lê belê hinek Îsraêlî, kahin, Lêwiyî, peywirdarên Perestgehê, kurên xulamên Silêman li bajarên xwe, li ser milkên xwe, li bajarên Cihûdayê rûniştin.
Hinek Cihûdayî û Binyamînî jî li Orşelîmê rûniştin.– Ji ziriyeta Cihûda: Etayayê kurê Ûzziyayê kurê Zekeriyayê kurê Amaryayê kurê Şefatyayê kurê Mahalalêlê ku Peresî bû
û Maesêyayê kurê Barûkê kurê Kol-Hozeyê kurê Hazayayê kurê Edayayê kurê Yoyarîvê kurê Zekeriyayê ku Şelayî bû.
Hejmara mêrxasên Peresiyên li Orşelîmê rûdinin, 468 bû.
Ji ziriyeta Binyamîn: Sallûyê kurê Meşûllamê kurê Yoêdê kurê Pedayayê kurê Qolayayê kurê Maesêyayê kurê Îtiyêlê kurê Îşaya
û Gabbay û Sallayê ku li pey hatin –bi tevahî 928 kes bûn.
Yoêlê kurê Zikrî li ser wan peywirdar bû û Cihûdayê kurê Hassenûa li ser bajêr kesê diduyan bû.
Ji kahinan: Yedayayê kurê Yoyarîv, Yaxîn
Serayayê Serpeywirdarê Mala Xwedê kurê Hîlqiyayê kurê Meşûllamê kurê Sadoqê kurê Merayotê kurê Ahîtûv
û birayên wî yên ku karê Malê dikin –822 kes, Edayayê kurê Yerohamê kurê Pelalyayê kurê Amsiyê kurê Zekeriyayê kurê Paşxûrê kurê Malkiya
û birayên wî yên ku serekên binemalan bûn –242 kes, Emaşsayê kurê Ezarêlê kurê Ahzayê kurê Meşillêmotê kurê Îmmêr
û birayên wî yên mêrxasên wêrek –128 kes. Zavdiyêlê kurê Haggedolîm li ser wan peywirdar bû.
Ji Lêwiyiyan: Şemayayê kurê Haşşûvê kurê Ezrîqamê kurê Haşavyayê kurê Bûnnî,
Şabbetay û Yozavadê ku ji serekên Lêwiyiyan bûn û li ser karên derve yên Mala Xwedê bûn,
Mattanyayê serekê duakirin û pesindanê kurê Mîxayê kurê Zavdiyê kurê Asaf, Baqbûqyayê di nav birayên wî de peywirdarê diduyan bû û Evdayê kurê Şammûayê kurê Galalê kurê Yedûtûn.
Tevahiya hejmara Lêwiyiyên li bajarê pîroz, 284 kes bû.
Ji dergevanan: Eqqûv, Talmon û birayên wî yên li ber dergehan nobedarî dikin, 172 kes bûn.
Kesên mayîn ên ji gelê Îsraêl û ji kahin û Lêwiyiyan, her kesekî ji wan li hemû bajarên Cihûdayê li ser milkên xwe bûn.
Peywirdarên Perestgehê li Ofelê rûniştin. Sîha û Gîşpa li ser wan bûn.
Ûzziyê kurê Baniyê kurê Haşavyayê kurê Mattanyayê kurê Mîxa, peywirdarê Lêwiyiyên li Orşelîmê bû. Ew ji ziriyeta Asaf bû ku stranbêjên li ser karê Mala Xwedê bûn.
Çimkî emrê padîşah li ser stranbêjan hebû ku roj bi roj heqdestê wan hatibû terxankirin.
Petahyayê kurê Meşêzavêlê ji ziriyeta Zerahê kurê Cihûda, ji bo her karên gel li ba padîşah bû.
Gund û zevî: Hinek Cihûdayiyan li Qîryat-Arbayê û gundên wê, li Dîvonê û gundên wê, li Yeqavseyêlê û gundên wê,
li Yêşûayê, li Moladayê, li Bêtpeletê,
li Hasar-Şûelê, li Beêr-Şevayê û li gundên wê,
li Zîqlagê, li Mexonayê û gundên wê,
li Eyn-Rîmmonê, li Sorayê, li Yarmûtê,
li Zanoahê, li Edûllamê û gundên wê, li Laxîşê û zeviyên wê û li Ezêqayê û li gundên wê rûniştin. Ji Beêr-Şevayê heta Geliyê Hînnomê kon vedan.
Hinek Binyamînî li Gevayê, li Mîkmasê, li Eyayê, li Bêt-Êlê û li gundên wê,
li Enatotê, li Novê, li Enanyayê
li Hasorê, li Ramayê, li Gittayîmê,
li Hadîdê, li Sevoyîmê, li Nevallatê,
li Lodê, li Onoyê û li Newala Hosteyan rûniştin.
Hinek Lêwiyiyên Cihûdayê jî li Binyamînê bicih bûn.
Kahin û Lêwiyiyên ku bi Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêl û Yêşû re ji sirgûnê hatin ev in: Kahin: Seraya, Yêremya, Ezra,
Amarya, Mallûk, Hattûş,
Şexanya, Rehûm, Merêmot,
Îddo, Gînneton, Aviya,
Miyamîn, Maedya, Bîlga,
Şemaya, Yoyarîv, Yedaya,
Sallû, Emoq, Hîlqiya û Yedaya. Ev di rojên Yêşû de serekên kahin û birayên wan bûn.
Lêwiyî: Yêşû, Binnûy, Qadmiyêl, Şêrêvya, Cihûda û Mattanyayê ku bi birayên xwe re berpirsiyarê li ser lavijên spasiyê bû.
Birayên wan Baqbûqya û Ûnnî, li gorî peywira xwe li pêşberî wan bûn.
Yêşû bavê Yoyaqîm bû. Yoyaqîm bavê Êlyaşîv, Êlyaşîv bavê Yoyada,
Yoyada bavê Yonatan, Yonatan jî bavê Yaddûa bû.
Di rojên Yoyaqîm de kahinên ku serekê binemalan bûn ev bûn: Ji Serayayiyan Meraya, ji Yêremyayiyan Hananya,
ji Ezrayiyan Meşûllam, ji Amaryayiyan Yehohanan,
ji Melîkuyiyan Yonatan, ji Şevanyayiyan Ûsiv,
ji Harîmiyan Edna, ji Merayotiyan Helqay,
ji Îddoyiyan Zekeriya, ji Gînnetoniyan Meşûllam,
ji Aviyayiyan Zikrî, ji Mînyamînî û Moadyayiyan Pîltay,
ji Bîlgayiyan Şammûa, ji Şemayayiyan Yehonatan,
ji Yoyarîviyan Mattenay, ji Yedayayiyan Ûzzî,
ji Sallayiyan Qallay, ji Emoqiyan Êver,
ji Hîlqiyayiyan Haşavya û ji Yedayayiyan Natanêl.
Li ser Lêwiyiyan, di rojên Êlyaşîv, Yoyada, Yohanan û Yaddûa de serekên binemalan û kahinan li ser Padîşahiya Daryûsê Parsê nivîsandin.
Serekên binemalên Lêwiyiyan heta rojên Yohananê kurê Êlyaşîv di Nivîsa Qewimînan de hatine nivîsandin.
Serekên Lêwiyiyan jî ev in: Haşavya, Şêrêvya, Yêşûyê kurê Qadmiyêl û birayên wan ên li pêşberî hev ku li gorî emrê Dawidê zilamê Xwedê pesin û şikirdariyê dikin.
Mattanya, Baqbûqya, Ovadya, Meşûllam, Talmon û Eqqûv dergevanên li ba embarên dergehan bûn.
Di rojên Yoyaqîmê kurê Yêşûyê kurê Yosadaq de û di rojên Nehemyayê Walî û Ezrayê Kahin û Nivîsende de ew hebûn.
Di dema pîrozkirina sûrên Orşelîmê de, li ku derê Lêwiyiyek hebe peyda kirin û anîn Orşelîmê ku şahî û şikirdariyan bi zîl, çeng û tembûran bikin.
Komên stranbêjan ji hawirdora Orşelîmê, ji gundên Netofayiyan,
ji Bêtgîlgal û ji hawirdorên Geva û Ezmawetê berhev bûn. Çimkî stranbêjan li derdora Orşelîmê ji xwe re gund ava kiribûn.
Kahin û Lêwiyiyan xwe paqij kirin û paşê gel, dergeh û sûran jî paqij kirin.
Min serekên Cihûdayê derxistin ser sûran û du komên mezin tayîn kirin ku ref bi ref bimeşin û spas bikin. Yek ji wan ji aliyê rastê ve ber bi Dergehê Ziblê ve dimeşiya.
Li pey wan Hoşaya, nîvê serekên Cihûdayê,
Ezarya, Ezra, Meşûllam,
Cihûda, Binyamîn, Şemaya, Yêremya,
hinek ji kurên kahinan ku di destê wan de borî hebûn –Zekeriyayê kurê Yonatanê kurê Şemayayê kurê Mattanyayê kurê Mîxayayê kurê Zakkûrê kurê Asaf–
û birayên wî Şemaya, Ezarêl, Mîlalay, Gîlalay, Maey, Natanêl, Cihûda û Hananî bi amûrên muzîkê yên Dawidê zilamê Xwedê dimeşiyan. Ezrayê Nivîsende jî li pêşiya wan bû.
Li Dergehê Kaniyê ku li pêşberî wan bû, di hevraza sûran re, di derenceyên Bajarê Dawid re derketin. Ew di jora qesra Dawid re heta ber Deriyê Avê yê ku ber bi rojhilatê bû meşiyan.
Koma din a ku şikir dikirin, nîvê gel û ez li paş wan li ser aliyê çepê yê sûran, ji aliyê jor a Birca Tenûran heta Dîwarê Fireh meşiyan.
Ji ser Dergehê Efrayîmê û ji ba Dergehê Kevin, Dergehê Masiyan, Birca Hananêl û Birca Hammêayê heta ber bi Deriyê Pêz çûn û li ber Deriyê Parêzvanan sekinîn.
Ez nîvê peywirdarên ku bi min re bûn û herdu komên şikir dikirin, li Mala Xwedê sekinîn.
Kahinên ji wan –di destê wan de borî hebûn– ev bûn: Êlyaqîm, Maesêya, Mînyamîn, Mîxaya, Êlyoênay, Zekeriya, Hananya,
Maesêya, Şemaya, Êlezar, Ûzzî Yehohanan, Malkiya, Elam û Êzer. Stranbêj distrandin û Yîzrahya serekê wan bû.
Ji ber ku Xwedê ew bi şabûneke mezin şa kiribû, wan wê rojê bi şahiyeke mezin gelek qurban serjê kirin. Jin û zarok jî gelek şa bûn û şahiya Orşelîmê ji dûr ve hat bihîstin.
Wê rojê mirov danîn ser embarên pêşkêşî, berên pêşî û dehyekan ku parên ji zeviyên bajaran hatine û li gorî Şerîetê ji bo kahin û Lêwiyiyan in, li wir berhev bikin. Cihûda ji ber ku kahin û Lêwiyî nobedarî dikirin gelek şa dibû.
Wan xizmeta Xwedayê xwe û xizmeta paqijiyê kir. Stranbêj û dergevanan jî li gorî emrên Dawid û Silêmanê kurê wî kirin.
Çimkî di demên berê de, di rojên Dawid û Asaf de, serekê stranbêjan û stranên pesindanê ji bo Xwedê hebûn.
Di rojên Zerûbbabîl û di rojên Nehemya de tevahiya gelê Îsraêl parên rojane dan stranbêj û dergevanan. Wan par ji bo Lêwiyiyan veqetandin û Lêwiyiyan jî par ji bo ziriyeta Harûn veqetandin.
Wê rojê wan Nivîsa Mûsa ji gel re xwend. Di nivîsê de hatibû gotin ku divê Emmonî û Moavî heta hetayê nekevin civaka Xwedê.
Çimkî tevî ku wan bi av û nên pêşwaziya Îsraêliyan nekiribûn, wan pere dabû Balam ku naletê li wan bike. Lê Xwedayê me ev nalet kir bereket.
Gava gelê Îsraêl şerîet bihîst, hemû kesên xerîb ji xwe veqetandin.
Beriya vê yekê, Êlyaşîvê Kahin ku ew danîbûn ser embarên Mala Xwedayê me û ji merivên Toviya bû,
ji Toviya re odeyeke mezin amade kir ku pêşkêşiyên dexil, gunî, taxim, pêşkêşiyên ji bo kahinan û dehyekên genim, şeraba nû û zeyt li gorî Şerîetê didan Lêwiyî, stranbêj û dergevanan, berê dixistin wê derê.
Ji ber ku di sî û du saliya Artahşastayê Padîşahê Babîlê de ez çûm ba padîşah, gava tevahiya van karan dibû, ez ne li Orşelîmê bûm. Piştî demekê min ji Padîşah destûrê xwest
û ez hatim Orşelîmê. Wê gavê min xerabiya Êlyaşîv fêm kir. Wî di Mala Xwedê de ji bo Toviya odeyek amade kiribû.
Ez gelek hêrs bûm. Min hemû taximên mala Toviya ji odeyê avêtin derve.
Paşê min ferman da û wan jî hemû ode paqij kirin. Min taximên Mala Xwedê, pêşkêşiya dexil û gunî careke din anî wir.
Herwiha min fêm kir ku parên Lêwiyiyan nedane wan û Lêwiyî û stranbêjên ku xizmet dikirin jî vegeriyane zeviyên xwe.
Min bi qirika peywirdaran girt û got: “Çima dev ji Mala Xwedê hatiye berdan?” Min careke din ew dan hev û danîn cihê wan.
Paşê tevahiya Cihûdayê, dehyeka dexil, zeyt û şeraba nû yê xwe anîn û xistin embaran.
Ji ber ku mirovên dilsoz dihatin hesibandin, min Şelemyayê Kahin, Sadoqê Nivîsende û Pedayayê Lêwiyî danî ser embaran. Min Hananê kurê Zakkûrê kurê Mattanya jî danî ba wan. Karên wan ew bû ku li birayên xwe parve bikin.
Ji bo vê yekê min bi bîr bîne ya Xwedayê min! Karên min ên ku min ji bo Mala Xwedayê xwe û xizmetên wê kirine, tune neke!
Di wan rojan de min li Cihûdayê dît ku hinek mirov di Roja Septê de di mehserê de tirî diguvaştin, lodên dexlê hildigirtin û li keran bar dikirin. Herwiha şerab, tirî, hejîr û her cure lod di Roja Septê de dibirin Orşelîmê û difirotin. Ji bo vê yekê min erzê wan şikand.
Sûrî jî li bajêr rûdiniştin. Wan masî û her cure mal dianîn û Roja Septê difirotin gelê Cihûda. Wan li Orşelîmê jî ev yek kir!
Ez ketim qirika pêşengên Cihûdayê û min got: “Ev karê we yê xerab çi ye ku we Roja Septê mirdar kir?
Ma bav û kalên we wiha nekir? Ma Xwedayê me tevahiya belayan bi ser me de, bi ser vî bajarî de neanî? Hûn jî bi mirdarkirina Roja Septê, hêrsa Xwedê li ser gelê Îsraêl zêdetir dikin.”
Beriya Septê, gava tarî ket ser dergehên Orşelîmê, min emir kir ku derî bên girtin. Min emir kir ku heta dawiya Septê venebin. Min beşek ji xulamên xwe jî danî ber deriyan ku Roja Septê bar nekevin hundir.
Bazirgan û kesên ku her cure mal difirotin, çend caran li derveyî Orşelîmê şeva xwe derbas kirin.
Lê min erzê wan şikand û got: “Hûn çima li ber sûran şeva xwe derbas dikin? Hûn careke din bikin, ezê zorê li we bikim.” Piştî wê gotinê, ew Roja Septê nehatin.
Min emir da Lêwiyiyan ku ji bo Roja Septê pîroz bikin, xwe paqij bikin, werin û li ber dergehan bisekinin. Ya Xwedayê min, ji bo vê yekê jî min bi bîr bîne û bi dilovaniya xwe ya mezin li ber min bikeve.
Di wan rojan de min hinek Cihû dîtin ku jinên Aşdodî, Emmonî û Moavî ji xwe re anîne.
Nîvê zarokên wan bi zimanê Aşdodiyan dipeyivî. Wan zimanê Cihûdayiyan nizanibû lê bi zimanê gelên din diaxivîn.
Min bi qirika wan girt û naletê li wan anî. Min li hinekan xist û porê wan anî xwarê. Li ser heqê Xwedê min sond bi wan da xwarin û ji wan re got: “Hûnê keçên xwe nedin kurên wan. Ji kurên xwe û ji xwe re keçên wan jî neyînin.
Ma Silêmanê Padîşahê Îsraêlê bi van tevgeran gunehkar nebû? Di nava gelek miletan de padîşahekî wekî wî tunebû. Ew hezkiriyê Xwedê bû û Xwedê ew li ser tevahiya gelê Îsraêl kir padîşah. Lê belê jinên xerîb kirin ku ew bixwe jî gunehan bike.
Ma em guhdariya we û vê xerabiya mezin bikin?! We jinên xerîb ji xwe re anî û bi vî awayî nedilsozî bi Xwedayê me kir.”
Kurekî Yoyadayê kurê Êlyaşîvê Serkahin hebû ku bi keça Sanballatê Horonî re zewicî bû. Min ew ji ba xwe qewitand.
Ya Xwedayê min wan bi bîr bîne. Wan kahintî tevî peymana kahin û Lêwiyiyan mirdar kirin.
Min gel ji tevahiya xerîban paqij kir û yek bi yek ji bo kahin û Lêwiyiyan wezîfe diyar kir.
Min di demên diyarkirî de ji bo pêşkêşiya daran û ji bo berê pêşî pêşkêşî peyda kirin. Ya Xwedayê min, bi qenciyê min bi bîr bîne.
Ahaşwêroş di serdema padîşahiya xwe de, ji Hindistanê heta Hebeşistanê, li ser sed û bîst û heft bajaran padîşahî dikir.
Textê padîşahiya wî li qesra bajarê Sûsayê bû.
Di sala sisêyan a padîşahiya xwe de wî ji bo hemû serek û karmendên xwe ziyafetek da. Fermandarên Pars û Medan, rîspiyên gel û waliyên bajaran li wir amade bûn.
Ahaşwêroş demeke dirêj, bi qasî sed û heştê rojan, bi şahiyên mezin dewlemendiya padîşahiya xwe û rûmeta mezinahiya xwe nîşan da.
Piştî wan rojan, padîşah li hewşa qesra xwe ya li Sûsayê, ji biçûkan heta mezinan heft rojan ziyafet da kesên xwe.
Li hewşê, perdeyên spî û şînê tarî yên ji tayê pembû yê tenik, bi benên kitanê binevşî, bi xelekên zîvîn ên stûnên mermerî ve girêdayî bûn. Zemîna hewşê bi mermerên sor, spî, zer û reş hatibû raxistin, sedrên zêrîn û zîvîn hatibûn danîn.
Wan şerab, li gorî comerdiya padîşah, bi zêdehî, bi firaxên zêrîn ên cûr bi cûr pêşkêş kirin.
Vexwarina wan li gorî emrê padîşah bû û kesî bi zorê bi wan nedida vexwarin. Ji ber ku padîşah emir dabû xizmetkarên qesra xwe ku li gorî dilê xwe bikin.
Waştiya Şahbanû jî li qesra Ahaşwêroşê Padîşah ziyafetek da jinan.
Roja heftan, padîşah bi şerabê kêfxweş bû. Wî ji Mehûman, Bîzta, Harbona, Bîgta, Avagta, Zêtar û Karkasê ku heft nemêrên qesrê bûn xwest
bedewiya Waştiya Şahbanû nîşanî gel û serekan bidin. Loma jî emir da ku taca wê ya şahbanûtiyê jê re bînin. Çimkî Waştî gelekî bedew bû.
Lê Waştiya Şahbanû emrê padîşah ê ku bi riya nemêrên qesrê dabû red kir û neçû. Ji ber vê yekê padîşah hêrs bû. Xezeba wî tê de har bû.
Padîşah bi zanayên ku bi rêbazan dizanin re şêwirî. Çimkî li gorî adetan ew bi hemû kesên bi qanûn û adetan dizanin dişêwirî.
Ew kesên wî yên herî nêzîk Karşena, Şêtar, Admata, Tarşîş, Meres, Marsena û Memûxan bûn ku rû bi rû ew didîtin. Ev heft pêşewayên Pars û Medan, rêveberên sereke yên padîşahiyê bûn.
Ahaşwêroşê Padîşah ji wan pirsî û got: “Ji bo ku guh neda fermana min a bi riya berdestiyan, li gorî qanûnê divê çi bi Waştiya Şahbanû bê kirin?”
Memûxan li pêş padîşah û giregiran got: “Waştiya Şahbanû ne tenê li dijî padîşah sûc kir, wê li dijî hemû serekan û gelên li hemû herêmên Ahaşwêroşê Padîşah sûcdar e.
Çimkî ev kiryara şahbanûyê wê here guhê hemû jinan û wê bêjin: ‘Ahaşwêroşê Padîşah emir da ku Waştiya Şahbanû bînin ba wî, lê ew neçû’ û bi vî awayî wê mêr di çavên jinên xwe de kêm bibin.
Hema wê rojê, jinên bi esil ên Pars û Medan ji ber kirina şahbanûyê, wê çav li hev bikin. Wê jin mêrên xwe kêm bibînin û hêrs û xezeb zêde bibe.
Heke bi dilê padîşah be, bila fermanekê derxe. Bila ev ferman li qanûnên Pars û Medan bên zêdekirin ku nayên guhertin. Wê careke din Waştî neyê ba padîşah. Bila padîşah şahbanûtiya wê bide jineke din ku jê çêtir e.
Gava fermana padîşah li seranserê padîşahiya wî were eşkerekirin, wê tevahiya jinan rûmetê nîşanî mêrên xwe bidin.”
Ev gotin li xweşa padîşah û serekan çû. Padîşah guh da pêşniyara Memûxan.
Padîşah name şandin hemû bajarên padîşahiyê. Wî li gorî nivîsîna wan ji her bajarî û bi zimanê wan ji her gelî re name şandin û diyar kir ku divê her mêr malxweyê mala xwe be û bi zimanê gelê xwe bipeyive.
Piştî van tiştan, gava xezeba Ahaşwêroşê Padîşah danî, wî Waştî, kirina wê û biryara ku li ser wê dabû bi bîr anî.
Xizmetkarên padîşah ên berdest gotin: “Ji bo padîşah li keçikên ciwan û spehî bigerin.
Herwiha bila padîşah li hemû bajarên padîşahiya xwe karmendan peywirdar bike ku hemû keçikên ciwan û spehî bînin harema qesra Sûsayê, bin desthilatiya Hêgayê nemêr. Ji bo xemilandina wan her tiştê ku pêwist e, bila bidin wan.
Paşê ew keçika ku bi dilê padîşah e, bila ji dêla Waştiyê bibe şahbanû.” Ev gotin bi dilê padîşah bû û wî wisa kir.
Li Qesra Sûsayê Cihûyekî bi navê Mordexay hebû. Ew ji eşîra Binyamîn, kurê Yayîrê Şîmiyê Qîş bû.
Qîş yek ji wan kesan bû ku tevî Yehoyaxînê Padîşahê Cihûdayê, ji aliyê Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê ve ji Orşelîmê hatibû sirgûnkirin.
Bi navê Hadassa dotmameke Mordexay hebû. Wî ew wek keça xwe mezin kiribû. Ji ber ku dê û bavê wê tunebû. Keçikeke pir bedew û delal bû. Navê wê ya din Ester bû.
Piştî ku emir û fermana padîşah belav bû, gelek keçik anîn Qesra Sûsayê û kirin bin berpirsiyariya Hêgay. Esterê jî anîbûn qesra padîşah û spartibûn Hêgayê berpirsiyarê haremê.
Hêgay Ester eciband û bala xwe zêdetir da ser wê. Ji bo xwarin û bedewiya wê, wî her tiştê ku lazim bû da wê. Herwiha wî ji qesra padîşah heft xizmetkarên bijare dan xizmeta wê. Wî Ester û xizmetkarên wê, li cihê herî xweş ê haremê bi cih kirin.
Esterê ne behsa gelê xwe ne jî behsa binemala xwe kir. Ji ber ku Mordexay jê re gotibû ku ew behsa vê yekê neke.
Mordexay dixwest rewşa Esterê bizanibe û çawa pê re didin û distînin hîn bibe. Loma her roj di ber hewşa haremê re diçû û dihat.
Dema kîjan keçikê dihat, derdiket hizûra Ahaşwêroşê Padîşah. Lê divê duwanzdeh mehên keçikê derbas bibûna ku di wê demê de keçik dihat amadekirin. Ji bo her keçikê, şeş mehan rûnê mûrê, şeş mehan jî bêhnên xweş û misk li wan dihatin kirin.
Her keçika ku dora wê ya çûn ba padîşah dihat, ji haremê her tiştê ku dixwest bi xwe re dibir qesra padîşah.
Keçika ku êvarê diçû ba padîşah, dotira rojê dihat harema diduyan ba axayê haremê Şaeşgaz. Ew ji cariyeyan berpirsiyar bû. Keçika ku padîşah bi navê wê gazî nedikir û ne bi dilê wî bû, careke din nikaribû here ba padîşah.
Dor hat Estera keça Avîhayîlê mamê Mordexay. Mordexay çawa ku keça wî be Esterê mezin kiribû. Esterê ji bilî tiştên ku axayê haremê Hêgay pêşniyar kiribûn, tiştekî din nexwest. Dilê hemûyan bi Esterê xweş bû.
Ester di heft saliya Ahaşwêroşê Padîşah de, meha Têvêtê ku meha dehan e, birin qesrê, ba padîşah.
Padîşah ji hemû jinan zêdetir, Esterê eciband. Ji hemû keçikan zêdetir, hezkirin û keremê nîşanî wê da. Wî taca şahbanûtiyê danî serê wê û ew li cihê Waştiyê kir şahbanû.
Paşê padîşah ji bo navê Esterê ziyafeteke mezin da. Hemû serek û karmend hatibûn vê ziyafetê. Padîşah li hemû bajaran cejn û şahî kir û layîqî navê xwe diyarî belav kirin.
Gava cara diduyan keçik civiyan, Mordexay bûbû xizmetkarekî Ahaşwêroş û li dîwana dergehê padîşah kar dikir.
Çawa ku Mordexay lê emir kiriye, Esterê hê behsa gel û ziriyeta xwe nekiribû. Ester her wekî rojên berê, niha jî bi gotina Mordexay dikir.
Di wê demê de, gava Mordexay li ber dergehê padîşah kar dikir, ji dergevanan Bîgtan û Tereş ku herdu jî berdestiyên xadimkirî bûn, li padîşah hêrs bûn û li fersenda kuştina wî geriyan.
Dema ku Mordexay ev yek bihîst, ji Esterê re got. Wê jî bi navê Mordexay ji padîşah re got.
Gava dîtin mesele rast e, herdu jî hatin daleqandin. Ev yek li ber padîşah di qeydên dîrokê de hat nivîsandin.
Piştî van tiştan Ahaşwêroşê Padîşah, Hamanê kurê Hammedatayê Agagî anî ser karekî bilind û bi vî awayî ew rûmetdar kir. Wî ew ji tevahiya serekan mezintir kir.
Li ser emrê padîşah, hemû karmendên wî li ber dergehê padîşah, li ber Haman xwe ditewandin û xwe davêtin ber lingên wî. Lê Mordexay ne xwe tewand, ne jî xwe avêt ber lingên wî.
Xulamên padîşah ên li ber dergehê padîşah ji Mordexay re got: “Tu çima ji emrê padîşah derdikevî?”
Her çiqas wan her roj ev gotin ji Mordexay re gotin jî, wî guh neda wan. Li ser vê yekê behsa meselê ji Haman re kirin. Gotin gelo ka wê Mordexay li ser gotina xwe bisekine yan na? Çimkî Mordexay ji wan re gotibû ku ew Cihû ye.
Gava Haman dît ku Mordexay li ber wî xwe natewîne û xwe navêje ber lingên wî, xezeba wî rabû.
Haman qîma xwe tenê bi kuştina Mordexay neanî. Ji ber ku behsa gelê Mordexay jî jê re kiribûn, wî xwest ku tevahiya gelê Mordexay, ango hemû Cihûyên li seranserê padîşahiya Ahaşwêroş tune bike.
Di duwanzdeh saliya padîşahiya Ahaşwêroş de, di meha pêşî de ku meha Nîsanê ye, li pêş Haman, ji bo hilbijartinên roj û mehê Pûr –ku tê wateya pişkê– hat avêtin. Pişk li meha Adarê ket ku meha duwanzdehan e.
Haman ji Ahaşwêroşê Padîşah re wiha got: “Li hemû herêmên padîşahiya te de miletek heye ku di nav gelên din de belav bûye û ji wan cuda ye. Qanûnên wan, ji qanûnên hemû gelên din cudatir in û ew guh nadin qanûnên padîşah jî. Nabe ku padîşah wan di vê rewşê de bihêle.
Heke bi dilê padîşah be, bila fermanek bê derxistin ku bên helakirin. Ji bo ku bidin xezîneyê, ezê jî deh hezar telant zîv bidim karmendên padîşah.”
Li ser vê yekê padîşah gustîla xwe ya morê ji tiliya xwe derxist û da destê Hamanê kurê Hammedatayê Agagî ku dijminê Cihûyan e.
Padîşah ji Haman re got: “Pere ji bo te ye, tu çawa dixwazî, bi wî gelî bike.”
Di roja sêzdehê meha pêşî de, nivîsendeyên padîşah hatin gazîkirin. Li gorî her tiştê ku Haman emir kir, bi nivîsîna her herêmê û bi zimanê her gelî ji setrabên padîşah, waliyên bajaran û serekên miletan re fermanek hat nivîsandin. Li ser fermanê, nav û mora Ahaşwêroşê Padîşah hebû.
Bi riya qasidan, ji tevahiya herêmên padîşahiyê re name hatin şandin. Di van nameyan de dihat fermankirin ku di roja sêzdehê meha Adarê de ku meha duwanzdehan e, ji Cihûyan çi zarok û mezin, çi jin û mêr herkes bê kuştin û helakirin û mal û milkên wan bên talankirin.
Wê nuxsayeke vê nameyê wekî ferman li tevahiya herêman bihata ragihandin ku herkes ji bo wê rojê amade bibe.
Qasid bi fermana padîşah re bi lez dan rê. Ferman li qesra Sûsayê hat derxistin. Padîşah û Haman rûniştin, bi hev re vedixwarin, lê bajarê Sûsayê şaş û metel mabû.
Piştî ku Mordexay ji wan tiştan haydar bû, cilên xwe çirand, çûx li xwe kir û xwelî bi ser xwe de kir. Bi dengekî bilind kir qîrîn û hewar û nalîneke kûr çû nava bajêr.
Li ber dergehê qesrê sekinî. Ji ber ku kesekî çûx li xwe kiriye, nikaribû ji dergehê qesrê biketa hundir.
Li her herêma ku gotin û fermana padîşah gihîştê, Cihû ketin nav şîneke mezin, giriyan, rojî girtin û li xwe xistin. Gelek kesên ji wan çûx li xwe kirin û xwe li ser xweliyê gevizandin.
Keçik û axayên haremê yên Esterê hatin û behsa meselê jê re kirin. Estera Şahbanû gelekî xemgîn bû. Wê cil ji Mordexay re şandin ku lê bikin û çûx jê bêxin, lê wî qebûl nekir.
Li ser vê yekê Esterê gazî Hatak kir. Hatak xadimkirî bû ku padîşah xistibû xizmeta Esterê. Wê jê xwest ku here, sedema vê yekê ji Mordexay bipirse.
Hatak rabû çû meydana ku diçe ber dergehê qesrê ba Mordexay.
Mordexay her tiştê ku hatiye serê wî yek bi yek jê re got. Pereyê ku Haman ji bo helakirina Cihûyan bexşî xezîneya qesrê kiriye bêkêmahî jê re got.
Herwiha wî nûsxeyeke nivîseke li ser tunekirina Cihûyan da wî ku li Susayê hatiye belavkirin. Mordexay xwest ku ew kes wê nîşanî Esterê bide û li ser wê pê re biaxive. Mordexay dixwest Ester here ba padîşah û ji bo gelê xwe jê hêvî û lava bike.
Hatak çû û gotinên Mordexay ji Esterê re got.
Esterê ji Hatak re got ku vegere, ji Mordexay re wiha bêje:
“Hemû karmendên padîşah û miletên ku li herêmên wî rûdinin dizanin ku bêyî ku hatibe gazîkirin ji bo her kesê ku dikeve hewşa hundir a qesrê û nêzîkî padîşah dibe tenê rêzikek heye: Heta ku padîşah gopalê xwe yê zêrîn dirêj neke û canên wan nebexişîne, ew kes tên kuştin. Ev sî roj in ku ez jî, ji bo hizûra padîşah nehatime gazîkirin.”
Gava ev gotinên Esterê jê re hatin ragihandin,
Mordexay xwest ku ew vê bersivê ji Esterê re bibin: “Nefikire ji ber tu li qesra padîşah î, ji hemû Cihûyan tenê tê rizgar bibî.
Heke tu niha bêdeng bimînî, wê alîkarî û rizgariya Cihûyan ji cihekî din bê. Lê tu û mala bavê te, hûnê bi tevahî helak bibin. Dibe ku tu ji bo rojeke wisa bûyî şahbanû.”
Li ser vê yekê Esterê ev bersiv ji Mordexay re şand:
“Here û tevahiya Cihûyên li Sûsayê bicivîne, ji bo min rojiyê bigirin. Sê şev û sê rojan ne bixwin, ne jî vexwin. Ez û xizmetkarên xwe jî, emê rojî bigirin. Paşê tevî ku ne li gorî qanûnê ye jî, ezê herim ba padîşah. Ez bimirim jî, ne xem e.”
Mordexay ji wir çû û li gorî emrê Esterê her tiştî kir.
Di roja sisêyan de Esterê cil û bergên şahbanûtiyê li xwe kirin û li hewşa hundir a qesra padîşah, li ber odeya text sekinî. Padîşah jî li ser textê xwe yê ku li pêşberî deriyê ketinê rûniştibû.
Gava wî dît ku Estera Sahbanû li hewşê sekinî ye, dilê wî pê xweş bû û wî gopalê xwe yê zêrîn dirêjî wê kir. Ester nêzîk bû û destê xwe da serê gopêl.
Padîşah jê re got: “Te xêr e, Estera Şahbanû? Daxwaza te çi ye? Heke tu bixwazî, wê nîvê padîşahiyê jî, ji te re bê dayîn.”
Esterê ji padîşah re got: “Heke bi dilê padîşah be, bila padîşah tevî Haman keremke îro were ziyafeta ku ezê ji bo padîşah amade bikim.”
Padîşah got: “Ji bo em daxwaza Esterê pêk bînin, yekser gazî Haman bikin.” Padîşah û Haman çûn ziyafeta ku wê Ester bide.
Gava şerab vedixwarin, padîşah careke din ji Esterê re got: “De ka bêje, tu çi dixwazî? Wê ji te re bê dayîn. Daxwaza te çi ye? Heke tu bixwazî, wê nîvê padîşahiyê jî, ji te re be.”
Esterê got: “Hêvî û daxwaza min,
heke bi dilê padîşah bi min xweş be, bixwaze daxwazên min bi cih bîne, dîsa bila padîşah û Haman sibê keremkin bên ziyafeta ku ezê ji bo wan bidim. Wî çaxî ezê bersiva pirsa padîşah bidim.”
Haman wê rojê bi şahî û dilgeşî derket. Mordexay li ber dergehê qesrê bû, ji ber ku ew ranabû û rûmet nîşanî wî nade. Li ser vê yekê Haman gelekî hêrs bû.
Dîsa jî xwe ragirt û berê xwe da malê. Paşê wî gazî dostên xwe û jina xwe Zereşê kir.
Wî ji wan re behsa dewlemendiya xwe ya mezin, pirbûna kurên xwe û ji aliyê padîşah ve rûmetdana xwe kir. Behsa wê yekê kir ku çawa di nav serek û karmendan de, di ser hemûyan re tê dîtin.
Paşê Haman wiha berdewam kir: “Bi ser de Estera Şahbanû, ji bo ziyafeta ku dide, bi padîşah re tenê gazî min kir. Sibê jî bi tenê ezê bi padîşah re herim ziyafeta wê.
Heta ku ez Mordexayê Cihû li ber dergehê padîşah bibînim, tu qedrê van tiştan li ber çavê min namîne.”
Jina wî Zereş û hemû dostên wî jê re got: “Bila darekî ku pêncî gaz bilind e bê daçikandin û ji padîşah re bêje ku serê sibê Mordexay li wir bê daleqandin. Paşê bi dilekî rihet bi padîşah re here ziyafetê.” Ev pêşniyar bi dilê Haman bû û wî darê daleqandinê daçikand.
Wê şevê xewa padîşah nehat û wî xwest ku nivîsên dîrokê jê re bînin. Anîn û li ber wî xwendin.
Ji qeydan kifş bû ku Mordexay giliyê du dergevanên berdestiyên padîşah Bîgtan û Tereşê nemêr kiribû. Çimkî wan şêwra kuştina Padîşah Ahaşwêroş kiribûn.
Padîşah got: “Ji ber vê kiryarê, Mordexay çawa hat rûmetkirin, çi xelat danê?” Xizmetkarên wî jê re got: “Tu tişt ji bo wî nehat kirin.”
Di vê navberê de padîşah got: “Ka binêrin kî li van dera heye?” Wê gavê Haman ketibû hewşa derve ya qesrê. Wî darekê daçikandibû û hatibû ku ji padîşah bixwaze Mordexay bi darê ve bê daleqandin.
Xizmetkaran ji padîşah re got: “Haman hatiye û li hewşê ye.” Padîşah got: “Bila were vir.”
Gava Haman hat, padîşah jê re got: “Ka bêje! Ji bo kesekî ku padîşah wî rûmetdar bike, divê em çi bikin?” Haman di dilê xwe de got: “Ma ji min pêve wê padîşah bixwaze kê rûmetdar bike?”
Haman wiha bersiv da: “Heke padîşah bixwaze yekî rûmetdar bike,
bila cil û bergên wî, hespê wî û taca padîşahiyê bînin.
Wan bidin destê serekên mezin ê padîşah. Bila ew serwer cil û bergan li wî mirovî bike, li hêsp siwar bike, li meydana bajêr bigerîne û bike gazî û bêje: ‘Padîşah mirovekî wiha rûmetdar dike.’”
Padîşah ji Haman re got: “De ka rabe, li gorî gotina xwe cil û bergan û hêsp bîne, tiştên ku te gotin yek bi yek ji bo Mordexayê Cihû bike. Ew niha li ber dergehê padîşah e. Tu kêmahiyan di van gotinên xwe de nehêle.”
Haman rabû cil û berg û hesp hilda, cil û berg li Mordexay kir, ew li hêsp siwar kir û li meydana bajêr gerand. Diçû û dihat, dikir gazî: “Padîşah mirovekî wiha rûmetdar dike.”
Mordexay vegeriya dergehê qesrê. Haman serê xwe nixamt û bi şermî ber bi malê ve lezand.
Tişta hat serê wî ji jina xwe Zereşê û dostên xwe re got. Jina wî Zereşê û şêwirmendên wî jê re got: “Ew Mordexayê ku tu li ber wî kêm ketî, heke ji gelê Cihûyan be, tê pê nikaribî. Bêguman tê li ber wî tune bibî û herî.”
Hê dema ku ew dipeyivîn, axayên harema padîşah hatin, bi lez û bez Haman birin ziyafeta Esterê.
Padîşah û Haman hatin ziyafeta Estera Şahbanû.
Roja diduyan, gava şerab vexwarin, padîşah careke din ji Esterê re got: “Tu çi dixwazî, Estera Şahbanû? Wê ji te re bê dayîn. Daxwaza te çi ye? Heke tu bixwazî, wê nîvê padîşahiyê jî, ji te re be.”
Estera Şahbanû wiha bersiv da: “Ya padîşahê min, heke qedrê min li ba te hebe û bi dilê te be, daxwaza min ew e ku tu canê min û gelê min bibexişînî.
Ji ber ku ez û gelê min, ji bo ku em bên tunekirin, kuştin û helakirin hatin firotin. Heke em wek xulam û xadiman bihatana firotin, minê dengê xwe nekira, çimkî ji bo tiştekî wiha, hewce nedikir ku padîşah bihata acizkirin.”
Ahaşwêroşê Padîşah ji Estera Şahbanû re got: “Ew kî ye ku diwêre karekî wiha bike, li ku ye ev zilam?”
Esterê got: “Ew neyar û dijminê me, va ye ev e! Hamanê xerab.” Li ber padîşah û şahbanûyê, sawê Haman girt û ew bizdiya.
Padîşah bi hêrs ji ser sifreya ziyafetê rabû û çû bexçeyê qesrê. Haman li hundir ma ku ji Estera Şahbanû bexişandina canê xwe bixwaze. Çimkî ew pê hesiyabû ku padîşah biryara tunekirin wî daye.
Gava padîşah ji bexçeyê qesrê vegeriya, dît ku Haman xwe avêtiye ber sedra ku Ester li ser rûdine. Li ser vê yekê padîşah qîriya: “Evê di mala min de dest bavêje jina min jî?” Hema wê gavê rabûn serçavê Haman nixamtin û birin.
Harbonayê ku yek ji axayê harema padîşah bû wiha got: “Binêrin, Haman ji bo Mordexayê ku jiyana padîşah rizgar kiriye daleqîne, darê pêncî gazî daçikandiye û dar li ber deriyê wî amade ye.” Padîşah got: “Bila Haman bi wî darî ve bê daleqandin.”
Bi vî awayî Haman bi darê ku ji bo Mordexay amade kiribû ve hat daleqandin. Bi vê yekê re hêrsa padîşah jî kêm bû.
Wê rojê Ahaşwêroşê Padîşah mal û milkên Hamanê neyarê Cihûyan da Estera Şahbanû. Mordexay jî li hizûra padîşah hat qebûlkirin, çimkî Esterê gotibû ku ew pismamê wê ye.
Padîşah gustîla morê ku ji Haman standibû, ji tiliya xwe derxist û da Mordexay. Esterê, Mordexay danî ser mal û milkê Haman.
Esterê careke din xwe avêt ber lingê padîşah, giriya û jê lava kir ku ew, xerabî û fena ku Hamanê Agagî dixwest ji bo Cihûyan bike, ji holê rake.
Padîşah gopalê xwe yê zêrîn dirêjî Esterê kir. Ester jî rabû ser xwe û li ber padîşah sekinî.
Jê re got: “Heke bi dilê padîşah be, qedrê min li ba wî hebe, ev yek di çavê wî de rast be û dilê wî bi min ve be, bila fermanekê binivîse. Li gorî vê fermanê bila nameyên Hamanê Hammedatayê Agagî ku ji bo helakirina Cihûyên li hemû bajarên padîşah nivîsandibû bên betalkirin.
Ezê çawa debar bikim gava xerabiyek bi serê gelê min de bê? Ezê çawa debar bikim gava bibim şahida kuştina gelê xwe?”
Ahaşwêroşê Padîşah ji Estera Şahbanû û Mordexayê Cihû re got: “Binêrin, min mal û milkê Haman da Esterê û ji ber ku dixwest Cihûyan tune bike, min ew daleqand.
Lê belê kesek nikare fermana padîşah betal bike ku bi gustîla wî hatiye morkirin. Loma jî hûn çawa baş dibînin wisa bikin, bi navê padîşah li ser meseleya Cihûyan binivîsin û bi gustîla min mor bikin.”
Li ser vê yekê di roja bîst û sisêyê meha Sîvanê ku dibe meha sisêyan, nivîsendeyên padîşah hatin gazîkirin. Her tiştê ku Mordexay emir kir, ji Hindistanê heta Hebeşistanê, li setraban, li walî û serekên herêman ên ku li sed û bîst û heft herêman diman re name hatin nivîsandin. Ji her herêmê re li gorî nivîsîna wan û ji her gelî re bi zimanê wan hat nivîsandin. Ji Cihûyan re jî bi ziman û nivîsîna wan hat nivîsandin.
Mordexay name bi navê Ahaşwêroşê Padîşah nivîsandin, bi gustîla padîşah mor kirin û bi riya qasidên siwarên hespên beza yên padîşah hatibûn amadekirin, şandin her derê.
Di van nameyan de padîşah destûr da Cihûyan ku li her bajarî, di roja sêzdehê meha Adarê de ku dibe meha duwanzdehan, li tevahiya herêmên Ahaşwêroşê Padîşah bicivin
û kesên ku êrîşî wan, êrîşî jin û zarokên wan bikin, çi nifş, çi gelê herêmên ku çekdar in, bila tune bikin, bikujin, helak bikin û malên wan talan bikin.
Nivîsên vê fermana ku li hemû bajaran ji her miletî re hatin ragihandin, di cihê qanûnan de bû. Bi vî awayî Cihû, wê di roja diyarkirî de, ji bo heyfa xwe ji dijminên xwe bistînin amade bibûna.
Qasidên li hespên beza yên padîşah siwar bûn, bi fermana wî bi çargavî dane rê. Ev ferman ji qesra Sûsayê hatibû.
Mordexay bi cil û bergê padîşahiyê ku ji rengên spî û şînê tarî pêk hatiye, di serî de taceke mezin a zêrîn, bi xiftaneke tenik ê ji kitanê binevşî ji ba padîşah derket. Dengê şahî û kêfxweşiyê ji bajarê Sûsayê bilind bû.
Êdî ji bo Cihûyan ronahî û kêfxweşî, şahî û rûmet hebû.
Li her herêmê û li her bajarê ku gotin û fermana padîşah gihîştê, di nav Cihûyan de şahî û kêfxweşî peyda bû. Çawa ku cejn be, şahî hatin lidarxistin. Di nav gelên welêt de gelek kes bûn Cihû. Çimkî tirsa Cihûyan ketibû dilê wan.
Ev fermana padîşah, wê di roja sêzdehê meha duwanzdehan ku dibe meha Adarê de pêk bihata. Dijminên Cihûyan wê rojê hêvî dikirin ku zora Cihûyan bibin, lê dem û dewran guherî û Cihû zora wan kesan birin ku ji wan nefret dikirin.
Cihû, ji bo ku dest bavêjin wan kesên ku dixwestin wan tune bikin, li bajarên hemû herêmên Ahaşwêroşê Padîşah li hev civiyan. Tu kesî nikaribû xwe li ber wan ragire, ji ber ku tirsa wan ketibû ser hemû miletan.
Tevahiya serekên herêman, setrabên padîşah, walî û karmendên padîşah, ji ber ku ji Mordexay ditirsiyan, piştevaniya Cihûyan kirin.
Êdî Mordexay li qesrê kesekî mezin bû. Nav û dengê wî li seranserê herêman belav dibû. Her ku diçû, hêza wî mezin dibû.
Cihûyan hemû dijminên xwe dan ber şûran, kuştin û tune kirin. Tişta ku wan xwest, anî serê wan kesên ku ji wan nefret dikirin.
Cihûyan li qesra Sûsayê pênc sed kesî kuştin û helak kirin.
Wan deh kurên Hamanê kurê Hammedatay jî kuştin ku neyarê Cihûyan bû. Navê wan ev bûn: Parşandata, Dalfon, Aspata,
Porata, Adalya, Arîdata,
Parmaşta, Arîsay, Arîday û Wayzata.
Lê Cihûyan dest neda talanê wan.
Wê rojê hejmara kesên ku li qesra Sûsayê hatin kuştin, ji padîşah re hat gotin.
Padîşah ji Estera Şahbanû re got: “Cihûyan li qesra Sûsayê pênc sed kesî û deh kurên Haman kuştin û helak kirin. Kî dizane niha li herêmên min ên din çi kirine! Tu çi dixwazî? Wê ji te re bê dayîn. Daxwazeke te ya din heye? Bêje, wê bê kirin.”
Esterê got: “Heke bi dilê padîşah be, bila Cihûyên li Sûsayê, fermana te ya îro sibê jî pêk bînin. Bila cendekên her deh kurên Haman jî bên daleqandin.”
Padîşah emir kir ku ev daxwaz pêk bên. Li Sûsayê ferman hat derxistin û cendekên deh kurên Haman hatin daleqandin.
Cihûyên li Sûsayê, di roja çardehê meha Adarê de jî li hev civiyan û li Sûsayê sê sed kesên din jî kuştin. Lê dest nedan talanê wan.
Cihûyên din ên li herêmên padîşahiyê rûdiniştin ji bo parastina canên xwe li hev civiyan. Ji bo ku xwe ji dijminên xwe rizgar bikin, heftê û pênc hezar kesên ku ji wan nefret dikirin kuştin. Lê belê dest nedan talanê wan.
Ev yek di roja sêzdehê meha Adarê de çêbû û di roja çardehan de ew rihet bûn. Wê rojê kirin roja şahî û kêfxweşiyê.
Cihûyên li Sûsayê jî di rojên sêzdeh û çardehan de li hev civiyan û di roja panzdehan de rihetî kirin. Wê rojê kirin roja şahî û kêfxweşiyê.
Ji ber vê yekê Cihûyên gundî, yên ku li bajarên bêsûr dijiyan, çardehê meha Adarê wek roja şahî û kêfxweşiyê pîroz dikin û xwarinê pêşkêşî hev dikin.
Mordexay ev tişt dan nivîsandin û ji hemû Cihûyên ku dûr û nêzîk li hemû herêmên Ahaşwêroşê Padîşah rûdiniştin re name şandin.
Wî li wan emir kir ku her sal di roja çardeh û panzdehê meha Adarê de pîrozbahiyan bikin.
Ji ber ku wan rojan, Cihû ji dijminên xwe rizgar bûne û di wê mehê de kul û kederên wan bûne şahî, şînên wan bûne kêfxweşî. Mordexay nivîsî ku wan rojan bikin rojên şahiyan, xwarinê bidin hev û diyariyan pêşkêşî hejaran bikin.
Cihûyan fermana Mordexay pejirandin. Çawa dest bi şahiyên xwe kirin, wisa jî berdewam kirin.
Sedema vê yekê ew bû ku dijminê hemû Cihûyan Hamanê kurê Hammedatayê Agagî fen û fût kiribû ku wan helak bike. Wî pûr, ango pişk avêtibû ku wan biperçiqîne û têk bibe.
Lê gava padîşah bi van fen û fûtan hesiya, bi nivîskî ferman da ku ew fenên xerab ên ku Haman ji bo Cihûyan amade kiribûn, bên serê wî. Herwiha wî emir kir ku tevî kurên xwe bê daleqandin.
Ji ber vê yekê li gorî peyva “pûr” ji wan rojan re “Pûrîm” hat gotin. Ji ber ku hemû gotinên vê nameyê û tiştên hatin serê wan,
Cihûyan qebûl kir ku her sal wekî ku hatiye nivîsandin di wextê xwe de, di van herdu rojan de pîrozbahiyan bikin. Ev adet wê ji bo wan, ziriyeta wan û ji bo wan kesên ku tevli Cihûyan bibin jî derbas bibûya.
Bi vî awayî wê ev rojên hanê li her herêmê, li her bajarî û di nav her malbatê de, nifş bi nifş bihata bibîranîn û pîrozkirin. Wê ev rojên Pûrîmê di nava Cihûyan de nehatana betalkirin. Herwiha wê pîrozkirina van rojan di nava ziriyeta wan de tu caran nehata jibîrkirin.
Estera şahbanûya keça Avîhayîl bi Mordexayê Cihû re, nameyeke diduyan a derbarê Pûrîmê de bi desthilatiyeke xurt nivîsand.
Wan ji tevahiya Cihûyan re ku li sed û bîst û heft bajarên padîşahiya Ahaşwêroş diman, nameyên aştî û ewlehiyê şandin
ku rojên diyarkirî yên Pûrîmê erê bikin. Gel, li gorî fermana Mordexayê Cihû û Estera Şahbanû kir. Wan bi xwe jî, ji bo xwe û ziriyeta xwe biryar dabû ku şînê bikin û rojiyê bigirin.
Li ser Pûrîmê fermana Esterê hat erêkirin û qeydkirin.
Ahaşwêroşê Padîşah, welat heta giravên deryayê xist bin bacê.
Mezinahiya wî, mêrxasiyên wî, rûmetkirina wî ya Mordexay, di qeydên dîrokê yên padîşahên Pars û Medan de hatine nivîsandin.
Mordexayê Cihû, piştî Ahaşwêroşê Padîşah bû mirovê diduyan. Ew di nav Cihûyan de mezin bû û ji aliyê tevahiya wan ve hat hezkirin. Çimkî ew ji bo qenciya tevahiya gelê xwe dixebitî û ji bo aştiya wan hewl dida.
Li welatê Ûsê zilamekî bi navê Eyûb hebû. Ew mirovekî kamil û dilrast bû. Ji Xwedê ditirsiya û xwe ji xerabiyê dûr dixist.
Heft kur û sê keçên wî hebûn.
Heft hezar pezên wî, sê hezar deveyên wî, pênc sed cot gayên wî, pênc sed kerên wî û gelek zêde xulamên wî hebûn. Li rojhilat, mirovê herî mezin ew bû.
Kurên wî bi dorê li malên xwe ziyafet didan. Wan qasid dişandin û gazî xwişkên xwe dikirin ku werin û bi wan re bixwin û vexwin.
Gava rojên ziyafetê diqediyan, Eyûb gazî wan dikir û bi vî awayî ew pîroz û paqij dikirin. Ew serê sibê zû radibû, li gorî hejmara zarokên xwe qurbanên şewitandinê pêşkêş dikir û digot: “Belkî zarokên min guneh kiribin û di dilê xwe de çêrî Xwedê kiribin.” Eyûb hergav wiha dikir.
Rojekê hebûnên ezmanî hatin ku derkevin pêşberî Xudan û Îblîs jî bi wan re hat.
Xudan ji Îblîs re got: “Tu ji ku têyî?” Îblîs ji Xudan re got: “Ez ji gera dinyayê têm, li vir û li wir digeriyam.”
Xudan jê re got: “Gelo te baş dêhna xwe da Eyûbê xulamê min? Çimkî li dinyayê mirovekî wekî wî tuneye, mirovekî kamil û dilrast e. Ew ji Xwedê ditirse û xwe ji xerabiyê dûr dixe.”
Îblîs bersiva Xudan da û got: “Gelo Eyûb beredayî ji Xwedê ditirse?
Ma te ew, mala wî û her tiştê wî ji her alî ve sinc nekir? Te karên destê wî bereket kirin. Hebûna wî li welêt zêde bû.
Lê tu destê xwe dirêj bikî û li hemû tiştên wî bixî, wî çaxî wê li ber te jî çêrî te bike.”
Xudan jê re got: “Baş e. Her tiştê wî di destê te de ye, lê dest nede wî.” Îblîs ji hizûra Xudan rabû û çû.
Rojekê, gava kur û keçên wî li mala birayê xwe yê mezin xwarin dixwarin û şerab vedixwarin,
qasid hat ba Eyûb û got: “Gava ga cot dikirin û ker jî li ba wan diçêriyan,
Sebayî bi ser wan de hatin û ew birin. Wan xulam jî dan ber şûran. Ez bi tena serê xwe filitîm ku ji te re bêjim.”
Hê ew bi gotin bû, yekî din hat û got: “Agirê Xwedê ji ezmanan ket, wî pez û xulam şewitandin û daqurtandin. Ez bi tena serê xwe filitîm ku ji te re bêjim.”
Hê ew bi gotin bû, yekî din hat û got: “Kildaniyan bi sê yekîneyan êrîşî ser deveyan kir, ew birin. Wan xulam dan ber şûran. Ez bi tena serê xwe filitîm ku ji te re bêjim.”
Hê ew bi gotin bû, yekî din hat û got: “Kurên te û keçên te li mala birayê xwe yê mezin xwarin dixwarin û şerab vedixwarin
û va ye, bahozeke mezin ji aliyê din ê beriyê ve rabû û li her çar aliyên malê xist. Mal bi ser xortan ve ket û ew mirin. Ez bi tena serê xwe filitîm ku ji te re bêjim.”
Eyûb rabû, xiftanê xwe çirand û porê xwe kur kir. Ew ket erdê û perizî
û got: “Ez tazî ji zikê diya xwe ketim, Ezê tazî vegerim. Xudan da, Xudan stand. Bila navê Xudan pîroz be.”
Di tevahiya van tiştan de Eyûb guneh nekir û Xwedê sûcdar nekir.
Rojeke din, gava hebûnên ezmanî hatin pêşberî Xudan, Îblîs jî bi wan re hat pêşberî wî.
Xudan ji Îblîs re got: “Tu ji ku têyî?” Îblîs got: “Ez ji gera dinyayê têm, li vir û li wir digeriyam.”
Xudan got: “Gelo te baş dêhna xwe da Eyûb? Çimkî li dinyayê mirovekî wekî wî tuneye, mirovekî kamil û dilrast e. Ew ji Xwedê ditirse û xwe ji xerabiyê dûr dixe. Te kir ku ez beredayî wî tune bikim. Lê dîsa jî bi kamiliya xwe tevgeriya.”
Îblîs li Xudan vegerand û got: “Di ber can de can, mirov ji bo canê xwe her tiştî dide.
Lê niha tenê destê xwe dirêj bike û li xwîn û goştê wî bixe, wî çaxî wê li ber te jî çêrî te bike.”
Xudan ji Îblîs re got: “Baş e. Her tiştê wî di destê te de ye. Lê dest nede canê wî.”
Îblîs ji hizûra Xudan çû û ji serî heta binî di bedena Eyûb de kunêrên xerab derxistin.
Eyûb perçeyek ji dîzikê hilda ku kunêrên xwe bixurîne. Ew di nav xweliyê de rûniştibû.
Jina wî jê re got: “Tu hê jî bi kamiliya xwe tevdigerî? Çêrî Xwedê bike û bimire.”
Eyûb ji jina xwe re got: “Jinên ehmeq çawa diaxivin tu jî wisa diaxivî. Emê qenciyê ji Xwedê qebûl bikin û xerabiyê qebûl nekin?” Di tevahiya van tiştan de, guneh bi lêvên Eyûb nebû.
Gava sê hevalên Eyûb, Êlîfazê Têmanî, Bîldadê Şûahî û Sofarê Naemayî, hemû xerabiya hatiye serê Eyûb bihîst, her yek ji cihê xwe rabû, li hev kir û da rê. Ji bo ku wî aş û teselî bikin, wan biryar da ku herin ba wî.
Wan ji dûr ve ew nas nekir. Bi dengê bilind giriyan, xiftanên xwe çirandin û xwelî li serê xwe kirin.
Heft roj û heft şevan pê re li erdê rûniştin û kesî tiştekî jê re negot. Çimkî wan didît ku êşa wî çiqas giran e.
Piştî vê yekê Eyûb devê xwe vekir û nalet li roja bûyîna xwe anî.
Eyûb wiha got:
“Bila roja ez hatim dinyayê tunebe, Şeva gotin: ‘Kurek çêbû’ tunebe.
Bila ew roj tarî be, Xwedayê li jorê lê negere Û ronahî neyê ser wê.
Bila taristan û şevereş lê bibin xweyî, Ewr bi serê wê de dakeve Û taristana rojê bibizdîne.
Bila taristan wê şevê zevt bike, Di nav rojên salê de neyê hesibandin Û nekeve nav koma mehan.
Erê, bila ew şev bêber be, Dengê şahiyê tê de neyê bihîstin.
Bila kesên naletê li rojan tînin, naletê li wê rojê jî bînin, Ew kesên di hişyarkirina Livyetan de jêhatî ne.
Bila stêrên destê sibê tarî bibin, Bila li benda ronahiyê be, lê wê bidest nexe Û tîrêjên seherê jî nebîne.
Çimkî wê rojê deriyên zîkê diya min negirtin Û derd ji çavên min veneşartin.
“Gava ez hatim dinyayê, çima ez nemirim, Çaxê ji zik derketim, çima ez helak nebûm?
Çima çokan ez qebûl kirim Û pêsîran ez mijandim?
Çimkî niha ez bi aramî vezeliyabûm, Di xewê de bûm û rihet bûm,
Bi padîşah û şêwirmendên dinyayê re Ku wêrane ji bo xwe dîsa ava kirine,
Yan bi mîrên ku xweyî zêr in Û malên xwe bi zîv tije kirine re.
Çima ez wekî zarokekî ji ber diya xwe çûye nehatim veşartin, Wekî zarokekî ku ronahî nedîtiye.
Li wir xerab dev ji eziyetê berdidin, Li wir westa bêhna xwe vedidin.
Girtî bi hev re bêxem in, Dengê serkarên suxrevan nabihîzin.
Biçûk jî, mezin jî li wir in, Kole ji xweyên xwe serbest in.
“Ma çima ronahiyê didin kesê keder? Ji bo çi jiyanê didin canê biêş?
Wan bêriya mirinê kiriye, lê nayê, Ew ji xezîneyan bêtir lê digerin.
Ew kes gava dikevin gorê, Ji kêfê şa û dilgeş dibin.
Ji bo çi ronahiyê didin kesê riya wî hatiye veşartin Û Xwedê derdora wî sinc kiriye?
Çimkî beriya nanê min, nalîna min tê, Hewara min wekî avê dikişe.
Bi rastî ya ku ez jê ditirsiyam, Tirs û sawa min hate serê min.
Ez ne rihet im, ne aram im, Ez nikarim bêhna xwe vedim, tenê derd tê.”
Êlîfazê Têmanî lê vegerand û got:
“Ma mirov ji te re gotinekê bêje tê xemgîn bibî? Kî dikare xwe ragire û nebêje?
Binêre, te gelek kes perwerde kirin, Te destên wan ên qels xurt kirin.
Gotinên te, kesên terpilî li ser lingan hiştin, Te çokên sistbûyî şidandin.
Niha, gava hat serê te, tu xemgîn dibî, Gava dest li te dikeve, tu dişikî.
Gelo ewlehiya te, ne tirsa te ya ji Xudan e? Hêviya te, ne kamiliya riya te ye?
“Ka bi bîr bîne, kî bêsûc tune bû? Li ku derê kesê dilrast helak bû?
Bi qasî ez dibînim, kesên xerabiyê dajon Û tovê derdan direşînin, wisa jî hiltînin.
Ew bi hilma Xwedê tune dibin, Bi bayê hêrsa wî telef dibin.
Himîna şêr, dengê şêrê dijwar Û diranên şêrên ciwan tên şikandin.
Şêr ji nebûna nêçîrê helak dibe, Ferxên şêremêyan ji hev belav dibin.
“Gotineke bi dizî hat ba min, Pistepista wê gihîşt guhê min.
Bi şev, ji nav fikrên xewnan, Gava xewa giran dikeve çavê mirovan,
Saw û lerizîn bi ser min de hatin Ku hemû hestiyên min lerizandin.
Ruhek di ber min re derbas bû, Mûyên bedena min gij bûn.
Ew sekinî, lê min sûretê wî dernexist, Tenê şiklek li ber çavê min hebû. Di bêdengiyê de min dengekî bihîst:
‘Gelo mirovek dikare li hizûra Xwedê rast be? Qey zilamek dikare li ber Afirînerê xwe pak be?
Binêrin, ew bi xulamên xwe ne ewle ye, Di milyaketên xwe de jî şaşîtiyan dibîne.
Gelo ew ji wan kesan ewle ye Ku bedena wan wekî xaniyên heriyê ye, Bingeha bedena wan ji tozê ye Û ji bizûzê zûtir diperçiqin?
Ew di navbera sibê û êvarê de helak dibin, Bêyî ku haya kesî jê hebe, ew her û her tune dibin.
Gava benê konê jiyana wan qetiya, Ew ji şehrezayiyê bêpar dimirin.’
“Ka gazî bike! Gelo kesê bersiva te bide heye? Tê berê xwe bidî kîjan hebûnên pîroz?
Bi rastî keder kesê ehmeq dikuje, Hesûdî mirovê sexik tune dike.
Min dît kesê ehmeq kok dide, Lê min yekser naletê li warê wî anî.
Zarokên wî ji ewlebûnê dûr in, Li ber dergehê dadgehê diperçiqin, Kes wan rizgar nake.
Mirovên birçî berê wî dixwin, Ew ji nav diriyan jî didin hev, Kesên tî li ber mal û milkê wî devê xwe vekirine.
Çimkî ne xerabî ji axê derdikeve, Ne jî derd ji erdê dipişkive.
Lê mirov ji bo derd û kulan tê dinyayê, Wekî çirûskên êgir ber bi jor dibin.
“Lê belê ez bûma, ezê li Xwedê bigeriyama, Min ê doza xwe ji Xwedê re bihişta.
Ew Xwedayê ku karên mezin ên nayên keşifkirin, Bêhejmar karên nûwaze dike.
Ew baranê dide rûyê erdê Û avê bi ser zeviyan ve dişîne.
Ew kesên nizim bilind dike Û şîniyan derdixe ewlehiyê.
Ew fikrên hîlekaran xera dike Ku destên wan bi ser nekevin.
Ew fenekan di fen û fûtên wan de digire Û şêwra xeraban yekser xera dike.
Ew bi roj rastî tariyê tên, Nava rojê, çawa ku şev e, bi dest û lepan dimeşin.
Lê ew hejaran ji ber devê şûrê wan, Ji destê hêzdaran rizgar dike.
Wî çaxî ji bo belengazan hêvî çêdibe, Xerabî devê xwe digire.
“Xwezî bi wî mirovê ku ji aliyê Xwedê ve hatiye erzşikandin, Loma jî tu terbiyekirina Karîndar kêm nebîne.
Çimkî ew diêşîne, ew dipêçe, Ew birîndar dike û destên wî baş dikin.
Wê te ji şeş tengasiyan rizgar bike, Cara heftan bela nêzîkî te nabe.
Wê te di xelayê de ji mirinê, Di şerî de ji destê şûr rizgar bike.
Tê ji qemçîkirina zimên dûr bimînî, Gava hilweşîn hat jê netirsî.
Tê li hilweşîn û xelayê bikenî Û ji heywanên hov netirsî.
Çimkî tê bi kevirên zeviyê re li hev bikî Û wê heywanên çolê bi te re aştiyê çêkin.
Tê bizanibî ku konê te di aştiyê de ye, Tê bala xwe bidî cihê xwe û kêmahiyekê nebînî.
Tê bibînî wê ziriyeta te zêde be Û şaxên te wekî giyayê erdê be.
Tê di pîrbûna xwe de herî gorê, Çawa ku qevdek di wextê xwe de tê civandin.
“Va ye me lê kola ku rast e, Loma guh bide û ji bo xwe bizanibe.”
Eyûb lê vegerand û got:
“Xwezî kedera min bihata kişandin Û bi belaya min re bixistana mêzînê!
Wê ji sêlaka deryayê girantir bûya, Loma wisa tewşo mewşo axivîm.
Çimkî tîrên Karîndar di nava min de ne, Ruhê min ji jehra wan vedixwe, Tirs û xofên Xwedê li pêşberî min rêz dibin.
Gelo kerê çolê li ber giyayê şîn dizire? Yan ga li ser êmê xwe dike borebor?
Gelo tiştekî bêtehm û bêxwê tê xwarin? Yan di spîka hêkê de tehm heye?
Dilê min naçe wan, Ew xurek min nexweş dikin.
“Xwezî daxwaza min pêk bihata Û Xwedê ya ku min bêrî kiriye bida min.
Xwezî Xwedê bi kerema xwe ez biperçiqandama, Destê xwe serbest berda û benê jiyana min bibiriya.
Wê ev ji min re bibûya teselî Û ezê di nav êşa xwe ya bêdawî de şa bûma. Çimkî min gotinên Yê Pîroz red nekir.
Qey hêza min çi ye ku ez bisekinim? Dawiya min çi ye ku ez sebir bikim?
Qey hêza min mîna keviran xurt e? Yan qey goştê min ji tûnc e?
Xêra min ji min re tuneye, Serketin ji min dûr e.
“Ji kesê dilkeder re, dilovaniya hevalan divê, Ew dev ji tirsa Karîndar berde jî.
Birayên min, wekî geliyekî bi min re xayîntî kir, Wekî newala ku carna diherike û carna naherike,
Ew bi qeşayê şîlo ye Û berf tê de veşartî ye.
Gava germ dibe nayê dîtin, Di kelakela germê de, di cihê xwe de tune dibe.
Di rê de ji bo çûna newalê karwan averê dibin Û di beriyê de tune dibin.
Karwanên Têmayê li avê digerin, Rêwiyên Sebayê bi hêvî lê dinêrin.
Ji ber ku pê ewle bûn, şermezar bûn Gihîştin wê derê lê hêvîşikestî bûn.
Niha hûn jî bûn wekî wê, Sawê dibînin û ditirsin.
Ma min ji we re gotibû: ‘Tiştekî bidin min, Ji bo min ji malê xwe bertîlê bidin,
Min ji destê dijmin xilas bikin An min ji destê zordaran azad bikin’?
“Hînî min bikin, ezê hiş bim, Min di çi de şaşîtî kir, ji min re eşkere bikin.
Gotinên rast çiqas hêzdar in! Erzşikandina we, ji bo çi ye?
Qey hûn dixwazin gotinên min rast bikin? Peyvên kesê neçar, qey wekî bayê ne?
Erê, we yê li ser sêwiyan pişk biavêta Li ser hevalê xwe bazarê bikira.
“Ji kerema xwe niha bala xwe bidin min! Ezê li rûyê we derewan li we nekim.
De bala xwe bidin min, bila neheqî çênebe, Dîsa bifikirin, rastbûna min di xeterê de ye.
Qey li ser zimanê min gotina neheq heye? Qey devê min niyeta xerab ji hev dernaxe?
“Gelo li vê dinyayê keda giran ne ji bo mirovan e? Rojên wan jî ne wekî rojên paleyekî ne?
Wekî koleyê bêriya siyê kiriye, Wekî karkerê li benda heqê xwe,
Mehên beredayî bi mîrasî bûn para min, Şevên biderd para min ketin.
Çaxê ez radizim, ez dibêjim: ‘Ezê kengê rabim?’ Şev dirêj dibe û heta serê sibê Li ser du aliyê xwe dizivirim.
Goştê canê min bi ax û kurmikan tije ye, Çermê min hişk dibe û diterike.
“Rojên min ji mekûka tevnê bi leztir, Bêyî ku hêviyek hebe diqedin.
Ya Xwedê, bi bîr bîne ku jiyana min hilmek e, Wê çavê min careke din qenciyê nebîne.
Wê çavên ku niha li min dinêrin careke din min nebînin, Wê çavên te li ser min bin lê ezê tune bim.
Ewr belav dibe û diçe Û kesê ku dadikeve diyarê miriyan careke din ranabe.
Êdî ew nazivire mala xwe Û êdî cihê wî, wî nas nake.
“Loma ezê devê xwe negirim, Bi tengasiya ruhê xwe bêjim, Bi êşa canê xwe bikim gazin.
Qey ez derya yan cinawirê deryayê me Ku te nobedar danî ser serê min?
Gava min got wê nivîna min, min teselî bike Û dewşeka min giliyê min ê giran rawestîne,
Tu min bi xewnan ditirsînî Û min bi dîtiniyan dibizdînî.
Ji dêla van hestiyên diêşin, Xweziya xwe bi fetisîn û mirinê tînim.
Dilê min ji jiyana min diqeliqe Û heta hetayê naxwazim bijîm. Destê xwe ji min bişo, Çimkî rojên min hilmek in.
“Mirov çi ye ku tu wî mezin bikî, Çi ye ku dilê xwe pê mijûl bikî
Ku tu her sibe bala xwe bidiyê Û hergav wî biceribînî?
Ma tê heta kengê çavê xwe ji ser min nedî alî? Û ma tê nehêlî ez tifa xwe jî daqurtînim?
Ya çavdêrê mirovan, Heke min guneh kiribe, min çi bi te kir, Ji bo çi te ez ji xwe re kirim armanc? Û çima ez ji te re bûm bar?
Ji bo çi tu gunehên min nabexişînî Û sûcê min efû nakî? Çimkî di nêz de ezê bikevim binê axê. Tê pir li min bigerî lê ezê tunebim.”
Bîldadê Şûahî lê vegerand û got:
“Heta kengê tê van tiştan bêjî Û gotinên devê te wekî bayekî xurt bin?
Gelo Xwedê edaletê, Yê Karîndar ya rast şaş dike?
Heke kurên te li dijî wî guneh bikin, Wî ew dane destê gunehê wan.
Heke tu yekser rabî û li Xwedê bigerî Û ji Karîndar lava bikî,
Heke tu pak û dilrast bî, Bêguman wê ji bo te yekser hişyar bibe Û te vegerîne warê ku tu heq dikî.
Destpêka te biçûk be jî, Wê rojên te yên dawî gelek mezin bin.
“Niha tu ji nifşên berê bipirse Û bifikire, ka bav û kalên wan çi dîtin.
Çimkî hê em duh hatin dinyayê, em tiştekî nizanin, Rojên me yên li ser rûyê erdê tenê sî ne.
Ma wê hînî te nekin û ji te re nebêjin? Ma wê ji dilê xwe gotinan nebêjin?
“Ma li dera ku ritam lê tuneye qamîş derdikevin? Li dera ku av lê tuneye çîqil mezin dibin?
Hê gava ter in û nehatine jêkirin, Beriya hemû giyayan diçilmisin.
Riya hemû kesên ku Xwedê ji bîr kirine ev e Û wê hêviya kesê xwedênenas tune bibe.
Ya ku ew pê ewle ye dişikê, Ya ku wî xwe spartiyê, konê pîrê ye.
Pîrik xwe dispêre konê xwe lê dipelişe, Xwe pê ve dizeliqîne lê wê ranagire.
Wekî pîrikê, Xwedênenas li ber tavê şîn dibe Û şaxên wî dertên ser bexçe.
Koka wî xwe li şikêra keviran dipêçe, Di nav keviran de cih digere.
Heke ji cihê wî bê rakirin, Cihê wî dibêje: ‘Min tu nedîtî’ û wî înkar dike.
Va ye riya şahiya wî wiha diqede, Di cihê wî de giyayên din dertên.
“Nexwe Xwedê kesê kamil ji xwe navêje Û bi destê kesên xerabiyê dikin nagire.
Wê dîsa devê te bi ken tije bike Û lêvên te bi qîrînên şahiyê.
Wê kesên ji te nefret dikin bi şermê bên rapêçandin Û konê xeraban tune bibe.”
Eyûb lê vegerand û got:
“Bi rastî, ez zanim wisa ye, Ma mirov çawa dikare li ber Xwedê rast derkeve?
Heke kesek pê re devjeniyê bike, Ji hezaran yek jî nikare bersiva wî bide.
Yê ji dil şehreza û di hêzê de xurt, ew e, Kî li dijî wî rabû û aştî dît?
Ew çiyayan ji cihê wan radike, Lê haya wan jê çênabe, Ew bi hêrsa xwe wan serobino dike.
Ew dinyayê ji cihê wê dihejîne Û stûnên wê dilerizîne.
Ew li rojê emir dike, roj dernakeve Û stêran mor dike û dinixême.
Ew tenê dikare ezmanan bitikîne Û li ser pêlên deryayê dimeşe.
Komstêrên Hirça Mezin û Oriyon, Komstêrên Perwîn û Başûr afirandine.
Karên mezin ên ku nayên zanîn Û kerametên bêhejmar çêkirine.
Binêrin, di ber min re derbas dibe, ez wî nabînim, Derbas dibe û diçe, haya min jê çênabe.
Çaxê nêçîra xwe bigire, kî dikare vegerîne? Kî dikare jê re bêje: ‘Tu çi dikî?’
Xwedê hêrsa xwe venagerîne, Alîkarên Rahav xwe li ber wî ditewînin.
“Ez çawa dikarim bersiva wî bidim? Ez çawa pê re peyvan hilbijêrim?
Ez mafdar jî bim, min bersiva wî nedida, Ji bo rehmê min ji dadgerê xwe lava nedikir.
Heke min gazî wî bikira û wî bersiva min bida, Dîsa jî min ê bawer nekira ku ew ê guh bide dengê min.
Ew ê ku bi bahozê min diperçiqîne Û bêsedem birînên min zêde dike.
Ew nahêle ku ez hilmê bistînim, Ew tenê min bi êşê têr dike.
Heke hêz be, ew hêzdar e, Heke pirsa edaletê be, Kî dikare wî bîne ber dîwanê?
Ez mafdar jî bim, devê min, min sûcdar dike, Ez kamil jî bim, ew min sûcdar dertîne.
“Ez bêsûc jî bim, ne xema min e, Jiyana xwe kêm dibînim.
Hemû yek e! Loma ez dibêjim: ‘Ew kamil û xerab diqedîne.’
Gava bela jinişkave mirinê tîne, Ew tinazên xwe bi tengasiyên bêsûcan dike.
Dinya ketiye destê xeraban, Ew çavê dadgeran dinixême. Gelo ne ew be, kî ye?
“Rojên min ji qasidekî bi leztir, Bêyî ku qenciyê bibînin direvin.
Derbas dibin û diçin, wekî kelekên sivik, Wekî eyloyekî xwe noqî ser nêçîra xwe dike.
Heke ez bêjim: ‘Ezê giliyê xwe ji bîr bikim, Rûyê xwe biguherim û bibişirim,’
Ez ji hemû derdên xwe ditirsim, Ez dizanim, tê min bêsûc dernexî.
Ezê sûcdar bêm derxistin, Nexwe, ez çima badilhewa xwe biwestînim?
Heke ez bi ava berfê bêm şûştin Û destên xwe bi ava xweliyê paqij bikim,
Tê min bixî çala pîsîtiyê, Ezê ji cilên xwe re kirêt bim.
Çimkî ew wekî min ne mirov e Ku ez bersiva wî bidim Û pê re herim ber dîwanê.
Di navbera me de dadgerek tuneye Ku destê xwe deyne ser me herduyan.
Bila ew darê xwe ji ser min hilîne Û bi sawa xwe min nebizdîne.
Wî çaxî min ê bigota û jê netirsiyama, Lê niha ez ne li ser hişê xwe me.
“Dilê min ji jiyana min dixele, Ezê gazina dilê xwe serbest bihêlim Û bi êşa canê xwe bêjim.
Ezê ji Xwedê re bêjim: ‘Min sûcdar dernexe, Eşkere bike tu çima li dijî min î?
Ma li xweşa te diçe, tu zordariyê dikî, Keda destê xwe kêm dibînî Û bi keremdarî li şêwra xeraban dinêrî?
Gelo çavên te çavên beşeran in? Yan tu wekî mirovan dibînî?
Rojên te wekî rojên mirovan, Salên te wekî salên zilaman in?
Ma tu li sûcê min digerî? Li gunehê min dikolî?
Lê belê tu dizanî ku ez ne sûcdar im Û tu kesê ku min ji destê te rizgar bike tuneye.
“‘Destên te şikil dan min û ez afirandim. Lê tu niha min helak dikî?
Ji kerema xwe bi bîr bîne, Te wekî gilê şikil da min. Gelo tê careke din min bişînî axê?
Gelo te ez wekî şîr nerijandim, Te wekî penîr ez ziwa nekirim?
Te goşt û çerm li min kir, Bi hestî û damaran ez honandim.
Te jiyan û dilovanî dan min, Xweyîkirina te ruhê min parast.
“‘Lê ez armanca te dizanim. Tiştên te di dilê xwe de veşartin ev in.
Heke ez guneh bikim, tu çavdêriya min dikî Û min bêsûc dernaxî.
Heke ez sûcdar bim, wey li halê min, Jixwe ez mafdar jî bim, nikarim serê xwe rakim. Çimkî ez şermezar im Û tengezariya xwe dibînim.
Heke ez serê xwe rakim, tê wekî şêrekî nêçîra min bikî Û karê xwe yê erjeng dîsa nîşanî min bidî.
Tê li dijî min şahidên nû derxî, Hêrsa xwe li min zêde bikî Û artêşên te ref bi ref bidin pey min.
“‘Gelo te çima ez ji zikê dayikê derxistim? Xwezî min hilma xwe ya dawî bida Û çavê kesî ez nedidîtama.
Ezê wisa bûma, wekî ez çênebûme, Wê ez ji zikê dayikê bibirama gorê.
Gelo rojên min ne li ber qedandinê ne? Min berde, piçekî şahiyê bibînim.
Beriya ez herim wê dera bêveger, Wî diyarê tarî û siya mirinê,
Diyarê tarî yê taristana kûr, Diyarê bêpergal û siya mirinê, Li dera ku li wir ronahî jî taristana kûr e.’”
Sofarê Naemayî lê vegerand û got:
“Gelo ewqas gotin wê bêbersiv bimîne? Kesê zimandirêj wê mafdar bê hesibandin?
Gelo wê mirov li dijî gotinên te yên vala bêdeng bimînin? Gava tu tinazan bikî, wê kes te nede şermê?
Tu dibêjî: ‘Hînbûna min xas e, Ez di çavê te de pak im.’
Lê xwezî Xwedê bigota Û devê xwe li dijî te vekira.
Wî sirên şehrezabûnê ji te re bigota, Çimkî têgihîştina wî qat bi qat e. Tu bizanibe ku Xwedê hinek sûcên te ji bîr jî kirin.
“Gelo tu dikarî sirên Xwedê yên kûr fêm bikî Û bigihîjî sînorên Karîndar?
Ew bi qasî ezmanan bilind in, tu dikarî çi bikî? Ji diyarê miriyan kûrtir in, tu çi jê fêm dikî?
Pîvana wan ji dinyayê dirêjtir, Ji deryayan firehtir e.
“Heke ew derbas bibe û te bixe girtîgehê, Heke ew te derxe ber dîwanê, kî dikare jê re bibe asteng?
Çimkî ew zilamên derewkar dizane, Gava ew xerabiyê bibîne bêceza dihêle?
Kengê ji kera çolê mirov bizê, Wî çaxî wê mirov jî serwext be.
“Heke tu dilê xwe rast bikî Û destên xwe jê re vekî,
Heke di destê te de xerabî hebe, wî ji xwe dûr bixe Û nehêle neheqî li konê te rûne.
Tê esse bêqisûr serê xwe rakî, Tê saxlem û bêtirs bî.
Tê derdê xwe ji bîr bikî, Wekî ava herikî û çûyî ji bîr bikî.
Wî çaxî wê jiyana te ji tava nîvro bêtir bibiriqe Û tarîbûna wê bibe wekî sibehê.
Tê ewle bî, çimkî hêvî heye, Li derdora xwe binêrî Û di nava ewlehiyê de rakevî.
Tê razî, wê kes te netirsîne Û wê gelek kes lavayî qenciya te bikin.
Lê wê ronahiya çavên xeraban bitefe, Cihê reva wan tunebe Û tekane hêviya wan, hilma dawî be.”
Eyûb lê vegerand û got:
“Bêguman gel hûn in Ku şehrezayî pê re bimire.
Lê aqilê min jî bi qasî aqilê we heye, Ez ji we ne kêmtir im. Gelo kî tiştên wiha nizane?
“Ez ji bo hevalên xwe bûm pêkenok, Ez ê ku min gazî Xwedê dikir Û wî bersiva min dida. Zilamê rast û kamil bû pêkenok!
Kesên bêxem felaketê biçûk dibînin, Lê felaket ji bo kesên lingê wan şemitiye amade ye.
Konên rêbiran di rihetiyê de ne, Kesên hêrsa Xwedê rakirine di ewlehiyê de ne. Xwedê ev tişt dane destê wan.
“Niha tu ji heywanan bipirse, bila hînî te bikin, Ji teyrên ezmanan bipirse, bila ji te re bêjin.
An ji axê bipirse, bila hînî te bike, Masiyên deryayê jî dikarin ji te re eşkere bikin.
Ji van hemûyan kî nizane Ku destê Xudan ev yek kiriye.
Ew Xudanê ku canê her jîndarî, Hilma hemû beşerê di destê wî de ye.
Çawa dev, tehma tiştê dixwe hiltîne, Gelo guh jî gotinê wisa naceribîne?
Şehrezayî bi pîran re ye, Fêmdarî jî di emrê dirêj de.
“Hêz û şehrezayî li ba Xwedê ne, Şêwir û fêmdarî yên wî ne.
Yê ku ew hilweşîne, ji nû ve ava nabe, Deriyê ku ew li ser kesekî bigire, nayê vekirin.
Gava ew avê dide sekinandin, her der hişk dibe, Gava avê berdide, dinyayê serobino dike.
Hêz û serketin li ba wî ne, Kesê dixapîne û tê xapandin jî yên wî ne.
Ew şêwirmendan pêxwas dişîne Û dadgeran dîn dike.
Girêka ku padîşahan girê daye vedike Û bi werîsan nava wan girê dide.
Kahinan pêxwas dişîne Û xurtan serobino dike.
Peyva mirovên ewle ji navê radike Û aqilê pîran ji serê wan distîne.
Ew rezaletê bi ser esilzadeyan ve dirijîne Û piştênka hêzdaran sist dike.
Ew ji tariyê, kûrahiyan derdixe Û taristana kûr dike ronahî.
Miletan mezin dike û wan tune dike, Wan berfireh dike û wan dişîne sirgûnan.
Ew hişê serekên dinyayê distîne Û di beriyeke bê ser û ber de digerîne.
Ew di tariyê de bi dest û lepan dimeşin û ronahiyê nabînin Û wan wekî serxweşan digerîne.
“Va ye, çavê min tevahiya van tiştan dît, Guhê min bihîst û min fêm kir.
Tişta hûn dizanin, ez jî dizanim, Ez ji we ne kêmtir im.
Lê ez dixwazim bi Karîndar re bipeyivim, Ez dixwazim doza xwe li ber Xwedê vekim.
Lê hûn bi derewan diseyînin, Hûn hemû hekîmên bêkêr in.
Xwezî we qet dengê xwe nekira! Wê ev ji bo we bibûya şehrezayî.
Niha giliyê min bibihîzin, Guhdariya gazinên lêvên min bikin.
Gelo hûnê ji devê Xwedê neheqiyê bêjin? Bi navê wî bi hîle bêjin?
Gelo hûnê meyla wî bikin? Hûnê ji devê Xwedê dozê vekin?
Ew we bikişîne pirsê, wê baş be? Yan jî çawa mirov tên xapandin, Hûnê wî jî bixapînin?
Heke hûn bi dizî ferq û meyliyê bikin, Wê esse erzê we bişikêne.
Gelo wê rewnaqiya wî we nebizdîne? Sawa wî bi ser we de neyê?
Rêgezên we meselokên xweliyê ne, Hincetên we ji heriyê ne.
“Hiş bin, bihêlin ez bêjim, Çi tê serê min, bila bê.
Jiyana min bikeve xeterê jî bila be, Ezê canê xwe bixim kefa destê xwe.
Va ye min bikuje jî, wê hêviya min jê be, Qet nebe, ezê rastiya riya xwe li hizûra wî biparêzim.
Wê rizgariya min ev bibe: Mirovekî xwedênenas dernekeve hizûra wî.
Baş guh bidin gotina min, Bila ji guhê we dernekeve peyva min.
Va ye min doza xwe saz kir, Ez zanim ezê mafdar derkevim.
Gelo wê kî berberiya min bike? Heke hebe ezê bêdeng bim û bimirim.
“Tenê van du tiştan bide min, Wî çaxî ezê xwe ji hizûra te veneşêrim.
Destê xwe ji ser min bide alî, Bila sawa te min nebizdîne.
Paşê gazî min bike, ez bersivê bidim, An bihêle ez bipeyivim, tu bersiva min bide.
Neheqî û gunehên min çiqas in? Guneh û neheqiyên min nîşan bide.
Ji bo çi rûyê xwe vedişêrî Û min wekî dijmin dibînî?
Tê pelê ku ba bi xwe re dibe bitirsînî Û bidî pey pûşê ziwa?
Çimkî tu tiştên tehl li dijî min dinivîsî Û gunehên xortaniya min bi milkî didî min.
Tu lingên min qeyd û lele dikî, Çavdêriya hemû riyên min dikî Û çavê te li ser binê piyê min e.
“Loma kesek telef dibe, Wekî tiştê riziyayî û cilê bizûzxwarî ye.
“Mirov ji jinekê tê dinyayê, Paşê rojên wî kêm in û tije derd in.
Ew wekî kulîlkan vedibe û diçilmise, Wekî siyê difilite û diçe.
Tu çavê xwe davêjî ser yekî wisa Û ji bo dîwana li dijî te min tînî?
Kî dikare ji qirêjiyê tiştekî paqij derxe? Tu kes nikare!
Madem rojên wî hatine kifşkirin, Hesabê mehên wî di destê te de ye Û te sînorên ku ew nikare ji wan derkeve kifş kirin,
Loma çavê xwe ji ser wî bide alî. Çawa kesekî bi destheq dixebite, Bila ew ji rojên xwe razî be.
“Çimkî ji bo darekê hêvî heye, Bê birîn jî, dîsa zîl dide Û wê şaxên wê kêm nebin.
Tevî ku koka wê di erdê de pîr dibe Û qurmê wê di axê de dirize jî,
Gava ew bêhna avê distîne şîn dibe, Wekî şînahiya nû şax dide.
Lê mirov dimire û tune dibe, Mirovê hilma xwe ya dawî daye, li ku ye?
Çawa ku ava golekê diqede Û rûbar ziwa û hişk dibe,
Mirov jî wisa radize û ranabe, Heta ezman tune bibe, ew hişyar nabe Û ji xewê nayê rakirin.
“Xwezî te ez li diyarê miriyan veşartama, Heta hêrsa te derbas dibû, tê ez li wir bihewandama, Tê dem bida min û wê gavê tê ez bi bîr bianîyama.
Gelo mirov bimire dîsa dijî? Heta hemû rojên nobeta min biqedin û biguherin, Ezê bi hêvî bisekiniyama.
Tê gazî bikira, minê bersiva te bida, Tê bêriya karên destê xwe bikira.
Tê gavên min bihejmarta Û li gunehên min mêze nekira.
Tê gunehê min bikira kîsekî û mor bikira, Tê li ser xerabiya min binixamta.
“Lê çiya dikeve û hildiweşe Û zinar ji cihê xwe tê rakirin,
Av keviran hilû dike Û lehî axa erdê radike û bi xwe re dibe, Tu bi vî awayî hêviya mirovan tune dikî.
Tu herdem wî têk dibî û ew winda dibe û diçe, Tu rûyê wî diguherînî û dûr dixî.
Kurên wî bigihîjin rûmetê jî, wê pê nizanibe, Ew kêm bibin jî, wê haya wî jê nebe.
Ew tenê êşa canê xwe dizane Tenê ji bo xwe şînê dike.”
Êlîfazê Têmanî lê vegerand û got:
“Gelo şehreza bi zanîna vala bersivê dide? Yan zikê xwe bi bayê rojhilat tije dike?
Divê mirov bi gotinên beredayî Û peyvên bêkêr dozê veke?
Tu tirsa Xwedê jî, ji navê radikî Û dua û fikra li hizûra Xwedê kêm dikî.
Çimkî neheqiya te hînî devê te dike Û tu zimanê hîlekaran hildibijêrî.
Devê te, te sûcdar dertîne, ne ku ez, Lêvên te şahidiyê li dijî te dike.
“Gelo mirovê pêşî hatiye dinyayê tu yî? Yan tu beriya giran çêbûyî?
Qey te li dîwana Xwedê guhdarî kiriye? Tu xwe wisa şehreza dibînî?
Tu çi dizanî ku em nizanin? Tu çi fêm dikî ku li ba me tuneye?
Li nav me porspî, pîr û kal hene Ku ji bavê te jî kaltir in.
Gelo teselîkirinên Xwedê ji te re An gotinên wî yên nerm û nazik ji bo te kêm in?
Dilê te çima te kaş dike, Çavên te çima dibiriqin
Ku tu berê hêrsa xwe didî Xwedê Û ji devê te gotinên wiha derdikevin?
“Mirov çi ye ku pak be? Yê ku ji jinekê çêbûye çi ye ku rast be?
Gava Xwedê bi pîrozên xwe ne ewle be Û ezman di çavê wî de ne pak be,
Wê çawa bi mirovê kirêt û dilxerab Ku neheqiyê wekî avê vedixwe, ewle be?
“Guhdariya min bike, ez nîşanî te bidim, Ya ku min dîtiye, ez ji te re bêjim,
Ya ku şehreza dan zanîn, Ya ku bav û kalên wan veneşartin,
Ew bav û kalên ku welat tenê dabûn wan Û hê xerîb neketibûn nav wan.
Kesê xerab di hemû rojên xwe de êşê dikişîne Û salên kesê zordar hejmartî ne.
Dengê sawê di guhên wî de ye, Di aştiyê de xerabkar bi ser wî de tê.
Ew bawer nake wê ji tariyê vegere, Şûr çavdêriya wî dike.
Li xwarinê digere û dibêje: ‘Ka li ku ye?’ Dizane ku roja reş li benda wî ye.
Wekî padîşahekî ji şer re amade, Derd û tengasî wî ditirsînin û têk dibin.
Çimkî wî destê xwe li dijî Xwedê rakiribû, Li dijî Karîndar quretî kiribû,
Bi mertalê xwe yê stûr û gilover, Bi serhişkî bi ser wî de beziyabû.
“Tevî ku wî bi bezê rûyê xwe nixamtiye Û zikê wî bez girtiye,
Wê li bajarê hilweşiyayî, Li wê malê rûne ku lê nayê rûniştin Û wê bibe şikêrên keviran.
Wê dewlemend nebe. Wê mal û milkê wî nemîne Û hebûna wî li welêt belav nebe.
Wê ji tariyê dernekeve, Wê pêta êgir şaxên wî ziwa bike Û bi hilma devê Xwedê here û derbas bibe.
Bila baweriya xwe bi tiştên beredayî neyîne, Bila xwe nexapîne, Çimkî wê bergîdana wî jî beredayî be.
Beriya demê wê karê wî biqede, Wê çiqlê wî şîn nebe.
Wê wekî mêwê cûrê xwe biweşîne Û wekî darzeytûnê kulîlka xwe daweşîne.
Çimkî civata xwedênenasan sêr e Û agir konên bertîlxûran dadiqurtîne.
Ew bi fesadiyê bi zaro dibin û xerabiyê tînin, Nava wan bi derewan tije ye.”
Eyûb lê vegerand û got:
“Min gelek tiştên wiha bihîstin, Hûn hemû teselîkarên xerab in.
Gelo dawiya gotinên vala tuneye? Derdê te çi ye ku tu berdewam dikî?
Heke hûn di cihê min de bûna, Min jî dikaribû wekî we bigota. Min dikaribû gotinên xweş li dijî we rêz bikira Û bi tinazan ji we re serê xwe bihejanda.
Min dikaribû bi devê xwe hûn wêrek bikira, Bi teselîkirina lêvên xwe hûn aram bikira.
“Heke ez bêjim, êşa min rihet nabe, Ez bêdeng bimînim, wê çiqas kêm be?
Ya Xwedê! Te êdî ez westandim, Te hemû civaka min tune kir.
Te ez tarûmar kirim Û ev ji min re şahidiyê dike. “Erê qelsiya min jî li dijî min rabû Û li rûyê min şahidiyê dike.
Xwedê bi hêrsa xwe ez perçe kirim, Wî kîna xwe li dijî min rakir. Wî diranên xwe li dijî min qirçandin, Dijberê min, awirên çavan dide min.
Mirov devên xwe li dijî min vekirin, Li rûyê min dixin, min kêm dibînin Û li dijî min dicivin.
Xwedê min dide destê neheqan Û teslîmê xeraban dike.
Ez bêxem bûm, wî ez şikandim, Bi stûyê min girt û ez tarûmar kirim. Wî ez ji bo xwe kirim nîşan
Û tîravêjên wî dor li min dipêçin. Bêrehm gurçikên min qul dikin Û ziravê min dirijînin erdê.
Bedena min gelek caran qulqulî dikin, Wekî şervanekî bi ser min de dilezînin.
“Min çûxek dirût û avêt ser xwe, Min hêza xwe xist bin axê.
Ji girînê rûyê min soromoro bû, Şevereş hate ser bijangên min,
Lê destên min zordarî nekiriye Û duaya min pak e.
“Erdo! Xwîna min veneşêre, Bila hewara min negihîje dawiya xwe.
Ji niha ve jî şahidê min li ezmanan e, Yê ku ji bo min şahidiyê dike li jor e.
Hevalên min tinazên xwe bi min dikin, Çavên min ji Xwedê re hêsiran dibarînin
Ku Xwedê li doza xwe û kurekî mirovan binêre, Wekî mirov ji bo cîranê xwe dike.
“Çimkî çend sal paşê, Ezê berê xwe bidim riya bêveger.
“Ruhê min êşiya û rojên min tefiyan, Goristan li benda min e.
Tinazkaran bi rastî dor li min pêçane Û çavê min li ser kêmdîtinên wan e.
“Xwedêyo bi xwe bibe kefîlê min! Gelo kî heye dest bavêje min?
Madem te dilê wan ji serwextiyê re girt, Loma tê wan bilind nekî.
Kesê ji bo mal û milk bêje: ‘Hevalno!’ Wê roniya çavên kurên wî tarî bibe.
“Xwedê ez kirim pêkenokê gelan, Mirov tifî rûyê min dikin.
Çavê min ji kederê qels bû, Hemû endamên bedena min bûn wekî siyekê.
Dilrast li vê yekê şaş dibin Û bêsûc li dijî xwedênenasan radibin.
Kesên rast ji riya xwe averê nabin, Kesên destpak her ku diçe hêzdartir dibin.
“Lê hûn hemû dîsa werin! Ezê di nav we de şehreza nebînim.
Rojên min derbas bûn, Pîlan û hêviyên dilê min şikestin.
Hûn şev dikin roj û dibêjin: ‘Ronahî nêzîkî tariyê ye.’
Heke ez li benda diyarê miriyan bim ku bibe mala min Û min nivîna xwe li tariyê raxistibe,
Heke ji çalê re bêjim: ‘Tu bavê min î’ Û ji kurmekî re: ‘Diya min’ an ‘Xwişka min,’
Wî çaxî wê hêviya min li ku be? Wê kî bikaribe hêviya min bibîne?
Gelo wê hêvî bikeve diyarê miriyan? Emê bi hev re herin binê axê?”
Bîldadê Şûahî lê vegerand û got:
“Gelo tê heta kengê nêçîrvaniya peyvan bikî? Werin fêmdar bin ku em piştre biaxivin.
Çima em wekî heywanan tên hesibandin? Çima em li ber çavê te ehmeq in?
Tu ji ber hêrsa xwe perçe perçe dibî! Ma ji bo xatirê te wê terka dinyayê bê kirin? An wê zinar ji cihê xwe bên rakirin?
“Rast e, ronahiya xeraban ditefe Û pêta agirê wan ronî nake.
Ronahiya li konên wan tarî dibe Û qendîla li ba wan ditefe.
Hêza gavên wan kêm dibe, Pîlanên wan, wan li erdê dixe.
Erê lingên wan, wan dixe torê, Li ser dafikan birêve diçin.
Dafik pehniya wan digire, Kemîn wan zevt dike.
Hilboq ji bo wan di axê de hatine veşartin Û li ser rê kemînek heye.
Tirs û saw hawirdora wan dipêçin Û li pey pehniya wan dikevin.
Xela hêza wan dixwe, Felaket li benda terpilîna wan dimîne.
Her aliyê çermê wan tê xwarin, Wê mirin hestiyên wan daqurtîne.
Ew ji konê xwe yê ku pê ewle ne tên anîn Û deranîn pêş padîşahê sawê.
Agir li konê wan rûdine, Kukurd bi ser warê wan de tê rijandin.
Koka wan ji binî ve ziwa dibin Û ji jor ve çiqlên wan diçilmisin.
Bîranîna wan li dinyayê winda dibe, Di kuçeyan de navê wan namîne.
Ew ji ronahiyê ber bi tariyê ve tên kaşkirin, Ji dinyayê tên derxistin.
Di nav gelê wan de Ne kur, ne jî neviyê wan hene, Li warê wan tu kes namîne.
Kesên li rojava li tişta were serê wan şaş dimînin, Saw kesên li rojhilat digire.
Bi rastî warê neheqan wisa ye Û cihê xwedênenasan ev e.”
Eyûb lê vegerand û got:
“Gelo hûnê heta kengê min aciz bikin Û bi gotinan min biperçiqînin?
Deh caran we ez rezîl kirim, Hûn şerm nakin wisa min diêşînin.
Heke ji rê averê bûbim jî, Ev sûcê min e.
Heke hûn bi rastî xwe li ser min mezin dikin Û şerma min dikin doza li dijî min,
Bizanibin ku Xwedê neheqî li min kiriye Û bi tora xwe ez pêçame.
“Ez diqîrim: ‘Ev zordarî ye!’ Lê tu kes bersivê nade, Ez dikim hewar, lê edalet tuneye.
Wî riya min sinc kiriye, Ez nikarim derbas bibim, Li ser riya min tarî raxistiye.
Rûmeta min ji min êxistiye Û taca serê min hildaye.
Wî ji her aliyî ve ez hilweşandime, ez tune bûm, Wî hêviya min wekî darekê ji kokê rakiriye.
Wî hêrsa xwe li dijî min rakiriye Û min ji dijminên xwe dihesibîne.
Leşkerên wî tev bi hev re hatine, Li dijî min pal ava kirine Û li derdora konê min artêşgeh danîne.
“Wî birayên min ji min dûr kirine, Nasên min, wekî ez xerîb im tevdigerin.
Merivên min ez berdame, Hevalên min jî ez ji bîr kirime.
Mêvanên min û keçên xizmetkar, Min xerîb dihesibînin. Ez di çavê wan de bûme biyanî.
Ez gazî xulamê xwe dikim, bersiv nade, Bi devê xwe ez jê lava dikim.
Hilma min ji bo jina min dilqelêq e, Bîzê birayên min ji min diçe.
Zarokên biçûk jî min kêm dibînin, Gava ez rabim, tinazên xwe bi min dikin.
Bîzê hemû dostên min ji min diçe, Kesên ji wan hez dikim, rûyê xwe ji min zivirandine.
Hestiyên min bi goşt û çermê min ve dizeliqin, Ez ji keviya mirinê filitîm.
“Hevalno! Li min werin rehmê, Li min werin rehmê, destê Xwedê li min ketiye.
Çima hûn jî wekî Xwedê didin pey min, Hûn ji goştê min têr nabin?
“Xwezî gotinên min bihatana nivîsandin, Xwezî bibûna nivîs.
Bi pênûsa hesin û risasî, Ji bo herheyî, li zinaran bihatana kolandin.
Ez dizanim ku rizgarkarê min zindî ye, Wê di dawiyê de li ser erdê bisekine.
Piştî çermê min tune bibe, Ezê bi bedena xwe Xwedê bibînim.
Ezê bi xwe wî bibînim, Wê çavên min wî bibînin, ne yekî din. Dilê min li nav min xayîs dibe.
Heke hûn bêjin: ‘Divê em wî biqewitînin, Koka meseleyê tê de ye,’
Wî çaxî divê hûn ji şûr bitirsin, Çimkî cezayê şûr bi xezebê tê Û hûnê bizanibin edalet heye.”
Sofarê Naemayî lê vegerand û got:
“Fikrên min dikin ku ez bersivê bidim, Ji ber vê yekê kelecana min pir e.
Erzşikandina ku min rezîl dike, hat guhê min, Ruhekî ji fêmdariya min zêdetir bersiva min dide.
“Gelo tu vê yekê ji berê ve nizanî? Ji dema ku mirov li ser dinyayê hat danîn,
Şahiya xeraban kurt e, Şabûna xwedênenasan hema gavek e.
Bejna wan bigihîjin ezmanan, Serê wan li ewran jî bikevin,
Wê heta hetayê tune bibin, wekî pîsîtiya xwe. Kesên ew dîtine, wê bêjin: ‘Ew li ku ne?’
Wê wekî xewnekê bifirin û careke din neyên dîtin, Wê wekî dîtiniyeke şevê bên qewitandin.
Çavên ku ew dîtine, wê careke din nebînin, Cihê lê mane, wê êdî lê nenêrin.
Wê kurên wî destên xwe ji kerema belengazan re vekin, Wê mal û milkê wî bi destê xwe vegerînin.
Hestiyên xeraban ên ku tije xortanî bûn, Wê bi xortaniya wan re di bin axê de razin.
“Tevî ku xerabî di devê wan de şîrîn e Û di bin zimanê xwe de wê veşêrin jî,
Tevî ku ew biparêzin, bernedin Û di devê xwe de veşêrin jî,
Xwarina ku xwarine di zikê wan de tehl dibe, Li nav wan dibe jehra tîremaran.
Serwetên ku wan daqurtandiye, wê vereşin, Wê Xwedê wan ji zikê wan bavêje der.
Wê jehra koremaran bimijin, Wê zimanê tîremaran wan bikuje.
Wê çem û newalan nebînin Ku bi hingiv û nivişkê diherikin.
Bêyî ku daqurtînin, wê berê keda xwe vegerînin, Wê bi qezenca bazirganiya xwe şa nebin.
Çimkî wan belengaz şikandin û tenê hiştin, Wan xaniyên ku ava nekiribûn bi zorê standin.
“Ji têrnexwariyê rihetiya wan tuneye, Ji çavnebariya wan tu tişt nafilite.
Ji sifreya wan tiştek nema, Loma wê qenciya wan berdewam neke.
Di nav firehiyê de jî wê tengasiyê bibînin, Wê her cure dijwarî bi ser wan de were.
Gava zikê wan têr bibe, Wê Xwedê hêrsa xwe ya dijwar bi ser wan de bişîne, Wê xezebê li ser wan bibarîne.
Wê ji çekê hesinî birevin, Wê tîrê tûncî bedena wan qul bike.
Gava ew tîr ji pişta xwe bikişînin, Wê serê wî yê birqok di ziravê wan re derkeve Û tirs û saw bi ser wan de were.
Ji bo xezîneyên wan her cure tarîtî amade ye, Agirê ku tu kesî geş nekir, wê wan daqurtîne. Tiştên ji konê wan mane wê xera bibin.
Wê ezman neheqiya wan eşkere bike, Wê erd li dijî wan rabe.
Wê hebûna mala wan bibe malê talanê Û di roja xezeba wî de bi lehiyê re here.
Para xeraban ji Xwedê ev e, Li gorî gotina Xwedê, ev e mîrasa wan.”
Eyûb lê vegerand û got:
“Baş guh bidin gotina min, Bila ev bibe teselîkirina we.
Min berdin, ez jî bêjim, Piştî min got, tinazên xwe bikin.
“Gelo giliyê min ji mirovan re ye? Çima ez bêsebir nebim?
Berê xwe bidin min! Şaş û metel bimînin, Dest bidin ser devê xwe.
Bi fikirîna vê yekê ez ditirsim Û bedena min dikeve sawê.
Gelo xerab çima dijîn? Ji bo çi kal û hêzdar dibin?
Zarokên wan xurt û li ba wan dimînin, Çavên wan ziriyetên wan dibînin.
Malên wan di aştiyê de ne û bêtirs in, Darê Xwedê ne li ser wan e.
Gayê wan bi hêzdarî radibin ser çêlekên wan, Çêlekên wan dizên, golik ji ber wan naçin.
Ew zarokên xwe wekî pêz berdidin Û biçûkên wan dileyizin.
Ew li ber def û çengê stranan dibêjin Û bi dengê bilûrê şa dibin.
Rojên xwe bi qenciyê diborînin Û bi aramî diçin diyarê miriyan.
Ew ji Xwedê re dibêjin: ‘Ji me dûr be! Zanîna riya te ne bi dilê me ye!
Yê Karîndar kî ye ku em jê re xulamiyê bikin? Wê karê me çi be em jê re duayê bikin?’
Lê dewlemendiya wan ne di destê wan de ye, Bila şêwra xeraban ji min dûr be.
“Çend caran qendîla xeraban tefiya, Felaket bi serê wan de hat An ji xezeba Xwedê, êş bû para wan?
Çend caran bûn kaya li ber bayê Û hûrika kayê ya ku bahozê bi xwe re birî.
Hûn dibêjin: ‘Xwedê berdêla xerabiya wan Ji zarokên wan re dihêle.’ Bila ew bi xwe bikişînin û bizanibin çawa ye.
Bila çavên wan hilweşîna wan bibînin Û ji xezeba Karîndar vexwin.
Çimkî gava hejmara mehên wan qediya, Gelo xema maliyên wan ên li pey wan heye?
“Kî dikare hînî Xwedê bike? Ew mezinan dadbar dike.
Kesek di dema saxlemiya xwe de dimire, Gava bi têra xwe rihet û bêxem e.
Bedena wî bi şîr tije ye, Mêjiyê hestiyên wî teze ye.
Yê din di nav êşa canê xwe de dimire Û tehma xwarina xwe nedîtiye.
Bi hev re di bin axê de radizin, Kurm wan dinixêmin.
“Binêrin, ez fikrên we Û hîleyên ku hûn zordariyê li min dikin, dizanim.
Çimkî hûn dibêjin: ‘Ka mala mîr? Konê xeraban li ku ye?’
Gelo we ji rêwiyan nepirsî? Ma we fikrên wan qebûl nekir
Ku di roja felaketê de xerab tên parastin Û di roja xezebê de ew ber bi ewlehiyê ve dibin.
Gelo kî şaşîtiya riya wan li rûyê wan dixe, Kî bergîdana ya ku wan kiriye dide?
Gava ew wan dibin goristanê, Nobedariya gora wan tê kirin.
Axa geliyan li wan şîrîn tê. Herkes li pey wî diçe Û kesên li pêşiya wî çûne bêhejmar in.
“Hûn çawa bi gotinên pûç min teselî dikin? Ya ku ji bersivên we dertê, tenê nerastî ye.”
Êlîfazê Têmanî lê vegerand û got:
“Gelo mirov dikare ji Xwedê re bifeyde be? Feydeya kesê biaqil jî jê re heye?
Heke tu rast bî, gelo wê dilê Karîndar xweş be? Riya te kamil jî be, ma jê re qezenc e?
Gelo ji ber xwedêtirsiya te, Ew erzê te dişikêne û li dijî te dozê vedike?
Xerabiya te mezin e Û dawiya gunehên te tuneye ne wisa?
Çimkî te bêsedem ji birayên xwe gerew stand, Gava ew tazî ne, te cilên wan standin.
Te av bi kesê westiyayî neda vexwarin, Te nan ji kesê birçî texsîr kir.
Welat ê mirovê hêzdar e Û zilamê mezin li ser rûdine.
Te jinebî destvala şandin Û zendên sêwiyan şikandin.
Loma li her dera te dafik hene Û sawa yekser tê, te ditirsîne,
Yan jî taristan te ditirsîne ku tu nabînî. Ava lehiyan te dinixême.
“Ma Xwedê ne li bilindahiya ezmanan e? Li stêrên herî bilind binêre, ew çiqas bilind in!
Tu dibêjî: ‘Xwedê çi dizane? Gelo dikare di nav tariya kûr de dîwanê bike?
Ewrên tarî wî dorpêç dikin û ew nabîne, Li ser qûbeya ezmanan digere.’
Gelo tê di riya kevin de bimeşî Ku xerabkar da serî?
Beriya dema wan hat, ew hatin rakirin, Lehiyê bingeha wan bir.
Wan ji Xwedê re got: ‘Ji me dûr be! Gelo Yê Karîndar wê çi bi me bike?’
Lê Yê ku malên wan bi tiştên baş tije kir, ew e. Loma şêwra xeraban ji min dûr e.
“Kesên rast vê yekê dibînin û şa dibin, Kesên bêsûc tinazên xwe bi xeraban dikin,
Dibêjin: ‘Bêguman kesên li dijî me tune bûn Û êgir ya ji ber wan mayî daqurtand.’
“Niha tu bi Xwedê re li hev were û bigihîje aştiyê, Wê bi vî awayî qencî bigihîje te.
Niha hînkirina devê wî qebûl bike, Gotina wî bixe dilê xwe.
Heke tu berê xwe bidî Karîndar, tê bêyî avakirin. Heke tu neheqiyê ji konên xwe rakî,
Heke tu zêrê xwe wekî axê bibînî Û zêrê xwe yê Ofîrê bavêjî nav xîçikê newalan,
Heke Karîndar bibe zêrê te Û ew bibe zîvê te yê hêja,
Wê gavê tê ji Karîndar zewqê bistînî Û rûyê xwe ber bi Xwedê ve bilind bikî.
Tê jê re duayê bikî Û wê guh bide te. Tê sozên xwe pêk bînî.
Tê biryara tiştekî bidî û wê pêk bê, Ronahî jî li ser riyên te be.
“Gava mirovan tu nizim kirî, Tu dibêjî: ‘Ev quretî ye!’ Lê Xwedê rizgarkarê nefsbiçûkan e.
Ew kesê sûcdar jî rizgar dike, Sûcdar ji ber paqijiya destê te, rizgar dibe!”
Eyûb lê vegerand û got:
“Îro ezê dîsa gazina xwe ya bi keser bikim, Tevî ku nalîna min jî heye, destê Xwedê li ser min giran e.
Xwezî min bizanibûya ezê çawa wî bibînim, Ez bigihîştama cihê wî.
Minê doza xwe li ber wî rêz bikira Û devê xwe bi delîlan tije bikira.
Ezê bersiva dide min, hîn bibûma Û tişta ji min re dibêje fêm bikira.
Ma wê bi hêza xwe ya mezin li dijî min rabûya? Na, tenê wê guhdariya min bikira.
Li wir, kesê rast dikaribû li pêş wî dozekê vekira Û ezê jî, ji dîwanê her û her azad bibûma.
“Heke ez herim rojhilat, ew ne li wê derê ye, Biçim rojava jî, ez wî nabînim.
Heke li bakur kar bike, ez wî ji hev dernaxim, Vegere başûr jî, ez wî nabînim.
Lê ew riya ku ez çûm ser dizane, Dema min biceribîne, ezê wekî zêr derkevim.
Ji nêz ve min da ser şopa wî, Min da ser riya wî û averê nebûm.
Ez ji emrê ser lêvên wî neqetiyam, Min ji nanê xwe yê rojane zêdetir, Qedir da gotinên devê wî.
“Ew bi tena serê xwe ye, Kî dikare wî bizivirîne? Canê wî çi bixwaze wî dike.
Çimkî çi para min bikeve, ew dibe serî, Gelek tiştên wiha di hişê wî de ne.
Loma ez li ber wî ditirsim, Çiqas difikirim ewqas dikevim sawê.
Erê, Xwedê wêrekiya dilê min şikand, Karîndar ez tirsandim.
Lê taristan jî nikare min bêdeng bike, Tevî ku taristana şevereşê serçavê min veşêre jî!
“Çima Karîndar ji bo dîwanê deman kifş nake? Ji bo çi kesên wî nas dikin rojên wî nabînin?
Xwedênenas kevirên sînoran ji cihê wan radikin Û keriyan didizin û diçêrînin.
Ew kerê sêwiyan diqewitînin Û gayê jinebiyê gerew digirin.
Ew hejaran ji rê averê dikin, Tevahiya bindestên welêt tev xwe vedişêrin.
Va ye, wekî kerên çolê ew diçin kar Û ji bo nêçîr û xwarina zarokên xwe, li beriyê digerin.
Ew êmê xwe li zeviyê didin hev, Efareya rezê kesekî xerab kom dikin.
Ew şeva xwe tazî û bêkinc derbas dikin, Di sermayê de lihêfa wan tuneye.
Bi taviya barana çiyê şil dibin, Ji ber tunebûna sitarê xwe dispêrin zinaran.
Kesê sêwî ji pêsîrê dikin Û zarokê bindest gerew digirin.
Ew tazî û bêkinc digerin, Birçî ne lê gurzan hildigirin.
Ew di nav latikên wan de zeytûnan diperçiqînin, Li mehseran tirî diguvêşin lê tî ne.
Nalîna mirovan ji bajêr tê, Canê birîndaran dike hewar. Lê Xwedê li vê neheqiyê nanêre.
“Ev kes serî li dijî ronahiyê radikin. Ew bi riyên wê nizanin Û li ser rêçikên wê naçin.
Kujer bi ronahiyê re radibe. Ew bindest û hejaran dikuje, Bi şev ew wekî dizan e.
Zinakar jî li benda avabûna rojê ye. Ew dibêje: ‘Kes min nabîne’ Û rûyê xwe dinixême.
Di tariyê de dîwarên xaniyan qul dikin. Bi roj xwe vedişêrin, Ew nizanin ronahî çi ye.
Li gorî wan taristan ronahiya sibê ye, Ew hevalên sawa taristanê ne.
“Hûn dibêjin: ‘Ew li ser avê bi lez winda dibin. Para wan a welêt nalet e, Tu kes berê xwe nade riya rezan.
Çawa ku ziwahî û germahî ava berfê dibe, Diyarê miriyan jî gunehkaran hiltîne.
Zikê dayikên wan jî wan ji bîr dike, Ew ji kurman re şîrîn dibin. Êdî neyên bibîranîn, Neheqî wekî daran tên birîn.
Ew zirarê didin jina kordunde ku zarokê wê tuneye Û qenciyê bi jinebiyê nakin.
Lê Xwedê zordaran bi hêza xwe dibe, Gava radibin ser piyan, wê ne ewle bin.
Gava ew ewlehiyê dide wan, ew tên piştgirîkirin, Çavê wî li ser riyên wan e.
Ew ji bo demeke kurt bilind dibin, Piştre tune dibin. Wekî hemû kesên din, wê bikevin û biçilmisin. Wekî serikê simbilan tên jêkirin.’
“Heke ne wiha ye, Kî dikare min derewkar derîne Yan nîşan bide ku gotinên min vala ne?”
Bîldadê Şûahî lê vegerand û got:
“Saw û serwerî ya Xwedê ye, Ew aştî li bilindciyên xwe çêdike.
Gelo artêşên wî tên hejmartin? Ronahiya wî nade ser kê?
Gelo mirov çawa li hizûra Xwedê dikare rast be? Yê ji jinekê çêdibe, çawa dikare pak be?
Li gorî wî biriqîna heyvê jî tuneye, Stêr li ber çavê wî nepaqij in.
Tew mirovê wekî kêzikek çi ye! Çi ye kurê mirovan, ew wekî kurmekî ye!”
Eyûb lê vegerand û got:
“Tu ji kesê bêhêz re çawa bûyî alîkar! Te çawa zendê bêqewet rizgar kir!
Te çawa şîret li kesê ne şehreza kir Û gelekî zanîna saxlem hîn kir!
Te ew gotin ji kê re gotin? Ruhê kê ji devê te derket?
“Miriyên di bin avan de Û kesên tê de dilerizin.
Diyarê miriyan li ber Xwedê tazî ye, Xêliya warê helakê tuneye.
Ew ezmanên bakur li ser valahiyê belav dike Û li ser nebûnê dinyayê dadileqîne.
Di nav ewran de avê dipêçe Û ewr di bin giraniya wan de naçirin.
Ew rûyê heyva çardehşevî dinixême Û ewrên xwe li serî radixe.
Wî li ser avê bazinek xêz kir, Li sînorê ku tarî û ronahî ji hev vediqetin.
Stûnên ezmanan dihejin Û bi erzşikandina wî şaş û metel dibin.
Ew bi hêza xwe deryayan diçeliqîne, Bi fêmdariya xwe Rahav diperçiqîne.
Bi hilma wî ezman dixemile, Destê wî marê direve birîndar dike.
Ev tenê keviya karên wî ne Û tişta me jê bihîstiye pistêneke biçûk e! Lê kî dikare gurmîna hêza wî fêm bike?”
Eyûb peyama xwe berdewam kir û got:
“Bi navê Xwedayê ku heqê min ji holê rakir Û bi navê Yê Karîndar ê ku êş da canê min,
Heta nefesa min hebe Û hilma Xwedê di pozê min de be,
Wê neheqî li ser lêvên min nebe Û derew ji zimanê min dernekeve.
Bila ji min dûr be ku ez we rast bihesibînim, Heta nefesa xwe ya dawî, ezê dev ji kamiliya xwe bernedim.
Ezê rastiya xwe bigirim û bernedim, Hemû rojan, wê dilê min, min sûcdar neke.
“Bila dijminên min wekî xeraban bin! Bila dijberên min wekî neheqan bin!
Gava Xwedê canê wan stand û ew tune kirin, Hêviya xwedênenasan çi ye?
Gelo gava ew ket tengasiyê, Wê Xwedê hewara wî bibihîze?
Qey ew ji Karîndar zewqê distîne? Hergav gazî Xwedê dike?
“Ezê derheqê destê Xwedê de hînî we bikim, Armanca Karîndar ji we veneşêrim.
Madem we hemûyan dît, Ji bo çi hûn bûne kesên pûç û vala?
“Para kesên xerab ji Xwedê distînin, Mîrasa kesên zordar ji Karîndar distînin ev e:
Kurên wan çiqas zêde bin, ji bo şûr in Û wê têrxwarina ziriyeta wan tunebe.
Kesên ji wan sax mane, wê ji webayê bimirin û bêne veşartin, Wê jinebiyên wan ji bo wan negirîn.
Heke kesên xerab wekî xweliyê zîv bidin hev Û wekî axê kinc kom bikin jî,
Wê kesên rast li xwe bikin Û bêsûc zîv parve bikin.
Wê wekî bizûzê mala xwe ava bikin, Çawa ku nobedar holika xwe çêdikin.
Ew dewlemend radizin, lê dewlemendî najo. Gava çavê xwe vedike, tuneye.
Tirs û saw wekî lehiyê bi ser wan ve tê, Bagera şevê wan dide ber xwe û dibe.
Bayê rojhilat wan radike û dibe, Wan ji cihê wan dimale.
Gava ji destê wî bireve, Wê bêrehm bi ser wan de were.
Bi tinazan ji wan re li çepikan dixe Û ji cihê xwe ji wan re difîkîne.”
Bi rastî zîv li kana madenê, Cihê safîkirina zêr jî heye.
Hesin ji axê tê derxistin, Sifir ji kevir tê helandin.
Mirov dawî li tariyê tînin Û di taristan û şevereşê de Heta sînorê dawî li van keviran dikolin.
Dûrî dera kes lê dijî, ew kanan dikolin, Li dera lingê mirov jî, ji bîr kiriye, Ji her kesî dûr xwe davêje werîs û dihejîne.
Nan ji erdê dertê, Lê binê erdê bi êgir serobino dibe.
Di kevirên wê de lapîs, Tê de toza zêr jî heye.
Teyrê dirinde wê riyê nizane, Çavên teyrê baz nedîtiye.
Heywanên qure pê li wê derê nekiriye, Şêrek di wir re derbas nebûye.
Ew destê xwe dirêjî kevirê heste dike, Çiyayan ji kokê ve serobino dike.
Di nav zinaran re coyan vedike, Çavê wî her tiştê hêja dibîne.
Ji bo ku av neherike, çeman girê dide Û ya tarî dertîne ronahiyê.
Lê şehrezayî li ku derê dikare bê dîtin? Cihê fêmdariyê li ku ye?
Mirov qîmeta wê nizane Û ew li diyarê zindiyan nayê dîtin.
Ava kûr dibêje: “Ew ne di min de ye.” Derya dibêje: “Ne li ba min e.”
Berdêla wê bi zêrê xas nayê dayîn, Bihayê wê bi zîv nayê kişandin.
Bihayê wê bi zêrê Ofîrê, Bi onîksê hêja û lapîsê nayê pîvandin.
Ne zêr, ne jî cam wekî wê ye, Ew bi taximên zêrê xas jî nayê guhertin.
Li ba wê behsa mircan û krîstalê nabe, Bihayê şehrezayiyê di ser cewheran re ye.
Topazê Kûş ê nabe wekî wê Bihayê wê bi zêrê xas nayê pîvan.
Şehrezayî ji ku derê tê? Cihê fêmdariyê li ku der e?
Ew ji çavê hemû jîndaran Û ji teyrên ezmanan hatiye veşartin.
Warê helakê û diyarê miriyan dibêjin: “Me xebera wê bi guhê xwe bihîst.”
Xwedê riya wê fêm dike, Ew bi cihê wê dizane.
Çimkî ew heta binê dinyayê dinêre Û her tiştên di bin seranserê ezmên de dibîne.
Gava wî hêz da bayê Û bi pîvekê av pîva,
Çaxê wî ji baranê re qanûn çêkir Û riya brûskên ezmanan danî,
Wî çaxî şehrezayî dît û eşkere kir, Wî ew ava kir û lê kola.
Wî ji mirov re got: “Va ye, tirsa Reb! Ev e şehrezayî! Fêmdarî jî, xwedûrxistina ji xerabiyê ye.”
Eyûb peyama xwe berdewam kir û got:
“Xwezî ez wekî mehên berê bûma, Rojên ku Xwedê ez diparastim,
Dema qendîla wî li ser serê min dibiriqî Û ez di tariyê de bi ronahiya wî rêve diçûm,
Rojên min ên firehiyê Ku dostaniya Xwedê li ser konê min bû,
Hê jî Karîndar bi min re bû Û zarokên min li dora min bûn,
Çaxê riya min bi nivişkê dihat şûştin Û zinêr zeyt ji min re diherikand.
“Dema ez di dergehê bajêr re derbas dibûm Û min li meydanê kursiyê xwe datanî,
Xortan ez didîtim û xwe didan alî Û kal radibûn ser piyan û disekinîn.
Serekan jî dengên xwe dibirîn Û destên xwe didan ber devên xwe.
Dengê mîran dihate birîn Û zimanê wan bi jora devên wan ve dizeliqî.
Gava guh dibihîst, pesnê min dida, Çaxê çav didît, ez pîroz û bereket dikirim.
Çimkî min, bindestê dikir hewar Û sêwiyê bêpişt, rizgar dikir.
Bereketa kesê li ber mirinê, dihat ser min Û min dilê jinebî, bi kêfê şa dikir.
Min rastî wekî cil li xwe dikir, Xiftan û şaşika min wekî edaletê bûn.
Ez ji koran re çav, Ji kulekan re pî bûm.
Ez ji bo hejaran bav bûm Û min doza nenasan dikir.
Min erçenên neheqan dişikandin Û nêçîr ji nav diranên wan derdixist.
“Min digot: ‘Ezê hilma dawî li hêlîna xwe bidim Û rojên xwe wekî sêlakê zêde bikim.
Koka min digihîşt avê Û xunav hemû şevê li ser çiqlên min dima.
Rûmeta min herdem teze Û kevanê di destê min de hergav nû dibû.’
“Mirovan guhdariya min dikir, Ew disekinîn û li ber şêwra min bêdeng diman.
Piştî gotina min, dengê xwe nedikirin, Peyva min li ser wan dilop dilop diket.
Çawa ku li benda baranê bin, li benda min diman, Wekî ku barana paşî vedixwarin, wan devên xwe vedikirin.
Gava ewlehiya wan tunebû, ez li wan dibişirîm, Wan ronahiya rûyê min reş nekir.
Min riya wan hildibijart û dibûm serwerê wan Di nav leşkeran de wekî padîşahek rûdiniştim, Ez wekî teselîkarê şîndaran bûm.
“Lê niha kesên ji min biçûktir bi min dikenin! Kesên ku min bavên wan jî nedida ber seyên keriyê xwe!
Xîreta wan çû, Ji hêza destê wan wê çi bi kêrî min were?
Ji xizanî û birçîbûnê diçilmisin, Li beriyê û taristana bêkes, dera ziwa dikeritînin.
Ji nav deviyan tolikê dicivînin, Xwarina wan koka hêrvistê ye.
Ew ji nav civakê tên qewitandin, Çawa ku ew diz in, Mirov li pey wan diqîrin.
Di geliyên tirsdar de Di qulên erdê û şikeftên zinaran de dijîn.
Di nav deviyan de dizirin, Li bin diriyan diketin paşila hev.
Ew kurên ehmeqan û zarokên bêeslan bûn, Ji welêt bi qemçiyan tên avêtin.
“Lê niha ew bi kilaman tinazê xwe bi min dikin, Ez bûm pêkenokê devê wan.
Bîzê wan ji min diçe, dûr dimînin, Ji tûkirina ser çavê min dûr namînin.
Xwedê benê min vekir û ez nizim kirim Û wan li ber min hefsarên xwe qetandin.
Ji aliyê rastê ve kesên beredayî bi ser min de tên, Lingên min dehf didin Û ji bo felaketa min palan ava dikin.
Riya min xera dikin, Bela bi ser min de dişînin. Ew bi tena serê xwe dikin.
Çawa ku di quleke fireh re bikevinê, Bi gurmîna hilweşandinê re gêr dibin û tên.
Tirs û saw ez serobino kirim Û wekî bayê şerefa min qewitand. Xweşiya min wekî ewrê çû.
“Niha ez di nava xwe de dihelim, Rojên tengasiyê bi ser min de girtin.
Bi şev hestiyên min diarin Û êş, min dikeritînin.
Xwedê bi zordarî kincê min digire, Ew berstûka kirasê min, dişidîne.
Wî ez avêtim nav heriyê, Ez bûm wekî toz û xweliyê.
“Ez ji te re dikim hewar, lê tu bersivê nadî, Ez li ber te disekinim, tu hema kêliyêkê li min dinêrî.
Tu beramberî min bêrehm bûyî, Bi qeweta destê xwe zorê li min dikî.
Tu min hildidî û li bayê siwar dikî, Tu min di nav bahozê de dibî û tînî.
Çimkî ez dizanim tê min bibî mirinê, Tê min bibî mala ku hemû jîndar lê bicivin.
“Bêguman kesekî wêranbûyî, destê xwe vedike An gava felaketek tê, dike hewar.
Ma ji bo kesên di tengasiyê de ez nedigiriyam? Dilê min bi hejaran nedişewitî?
Gava ez li benda qenciyê bûm, xerabî hat, Ez li hêviya ronahiyê bûm lê tarî hat.
Dil û hinavê min dişewite, rihetiya min tuneye, Rojên êş û elem rastî min tên.
Ez dilbirîn digerim, tav tuneye, Di nav civatê de jî radibim û dikim hewar.
Ez bi çeqelan re bûm bira Û ji kundan re bûm heval.
Çermê min reş bû û ji ser min tê xwarê, Hestiyên min ji germê dişewitin.
Ji çenga min dengê şînê tê, Dengê bilûra min bûye girîn.
“Min bi çavê xwe re peymanekê çêkir, Gelo ezê çawa li keçikekê binêrim?
Ma para mirov a ji Xwedayê li jorê Û mîrasa mirov a ji bilindciyan, ji Yê Karîndar çi ye?
Gelo felaket bi ser neheqan de Û bela bi ser kesên xerabiyê dikin de nayê?
Ma ew riyên min nabîne Û hemû gavên min najmêre?
“Heke ez bi derewkarî meşiyabim Û lingê min li pey hîleyê lezandibe,
–Helbet ezê di mêzîna rast de bêm kişandin Û wê Xwedê kamilbûna min bibîne–
Heke piyê min ji rê derketibe Û dilê min dabe pey çavê min, Heke qisûr bi destê min bûbe,
Wî çaxî ez biçînim lê bila kesê din bixwe, Dexlê min ji kokê bê rakirin.
“Heke dilê min bi jinekê xapiyabe Û min li ber deriyê cîranê xwe kemîn danîbe,
Wî çaxî bila jina min genimê mirovekî din bihêre Û kesên din bi ser wê de xwar bibin.
Çimkî ev dibû riswatî û sûcekî dadgehî.
Erê, ew sûc agirek e Ku heta warê helakê dadiqurtîne Û ji kokê ve hemû berê min radike.
“Heke xulam an xadima min, ji min bi gazin in Û min jî heqê wan red kiribe,
Çaxê Xwedê rabe ezê çi bikim? Dema hesêb bipirse, ezê çi bersivê bidim?
Ma Yê di zikê dê de ez afirandim ew jî neafirandin? Yê ku di malzarokê de şikil dide me ne yek e?
“Heke min daxwaza belengazan texsîr kiribe Yan çavê jinebiyê tefandibe,
Heke min para xwe bi tena serê xwe xwaribe Ku sêwî jê nexwaribe,
–Helbet ji xortaniya xwe ve, Min wekî bav sêwî mezin dikir Û ji roja ez çêbûme û vir ve Min rêberiya jinebiyê dikir–
Heke min kesekî ji bêkinciyê li ber mirinê ye, Yan hejarekî ku lihêfa wî tuneye dîtibe
Ku dilê wî ji min re dua nekiribe Yan bi hiriya miyên min germ nebûbe,
Heke ji ber min li dergehê bajêr alîgir dîtin, Min destê xwe li dijî sêwiyan rakiribe,
Bila milê min ji girmilê min bikeve Û hestiyê milê min bişikê.
Çimkî ezê ji ber felaketa ku ji Xwedê tê, Biketama tirs û sawê Û ji ber rewnaqiya wî tiştek ji destê min nedihat.
“Heke min hêviya xwe dabe zêr Û min ji zêrê xas re gotibe: ‘Ez bi te ewle me’
Heke ez bi serweta xwe ya mezin An bi zêdehiya qezenca destê xwe şa bûbim,
Heke min li roja ku dibiriqe Yan heyva ku bi rewnaqî dimeşe, mêze kiribe
Û dilê min xef xapiyabe Yan bi destê xwe min ji wan re ramûsanekê şandibe,
Wî çaxî wê ev jî bibûya sûcekî dadgehî. Çimkî min Xwedayê li jorê înkar kiriye.
“Heke ez bi ketina kesê ji min nefret dike şa bûbim An gava xerabî hat serê wî, ez kelecanî bûbim,
–Helbet min destûr neda devê min guneh bike Ku ez naletê li canê wî kesî bînim–
Heke kesên li konê min negotibin: ‘Kesê bi goştê Eyûb da xwarin têr nebûbe heye?’
–Helbet xerîb şevê li derve nediborand, Min ji rêwiyan re deriyê xwe vedikir.–
Heke wekî kesê gunehên xwe nixamtine, Min neheqiya xwe di dilê xwe de veşartibe,
Heke ji ber zêdebûna gel tirsiyabim Û kêmdîtina binemalan ez şikandibim, Ez bêdeng mabim û ji derî derneketibim,
–Ax! Xwezî kesê guhdariya min dike hebe! Va ye mohra min, bila Karîndar bersiva min bide! Xwezî nivîsa doza ku dijminê min nivîsiye Di destê min de be!
Belê minê ew li ser kokelîka xwe hilgirta, Minê daniya ser serê xwe Ku ji min re bibe kofî.
Minê hemû gavên avêtine jê re bigota, Wekî mîrekî ezê nêzîkî wî bibûma.–
Heke axa min li dijî min bike hewar Û qelşên gîsin tev bi hev re bigirîn,
Heke min berê wê bêheq xwaribe Û ji mirina xweyê wê re bûbim sedem,
Wî çaxî bila di şûna genim de dirî Û di cihê ceh de zîwan derkeve.” Gotinên Eyûb qediyan.
Van sê mirovan dev ji bersivdana Eyûb berda. Çimkî wî xwe di çavê xwe de rast didît.
Piştre hêrsa Êlîhûyê kurê Barakêlê Bûzî rabû ku ji binemala Ram bû. Ew li dijî Eyûb hêrs bû, çimkî Eyûb xwe rast didît, ne ku Xwedê.
Ew li dijî her sê hevalên xwe jî hêrs bû, çimkî tevî ku Eyûb sûcdar kiribû, wan bersivek nedabû.
Ji bo ku ew mirov bi emrê xwe jê mezintir bûn, Êlîhû li benda wan mabû ku bi Eyûb re bipeyive.
Lê gava wî dît ku bersivek ji devê van sê mirovan derneket, ew hêrs bû.
Êlîhûyê kurê Barakêlê Bûzî wisa got: “Ez bi emrê xwe biçûk im, hûn jî kal in. Loma min xwe da paş, Ez tirsiyam ku fikra xwe ji we re bêjim.
Min got: ‘Bila roj bêjin Û zêdebûna salan şehrezayiyê hîn bike.’
Lê bi rastî ruhê ku di mirov de ye, Erê, hilma Karîndar fêmdariyê dide.
Şehreza ne kesên kal in, Kesên heqiyê fêm dikin ne rîspî ne.
Loma min got: ‘Guhdariya min bikin.’ Ez jî fikra xwe bêjim.
“Ez li benda gotinên we mam, Gava hûn li peyvan digeriyan, Min guh da feraseta we.
Min bala xwe da we. Lê tu kesî neheqiya Eyûb dernexist, Kesekî ji we bersiva gotinên wî neda.
Nebe hûn bêjin: ‘Me şehrezayî dît, Bila Xwedê wî têk bibe, ne mirov.’
Wî peyvên xwe li dijî min rêz nekirin, Ezê jî bi gotinên we bersiva wî nedim.
“Ew şikestin, êdî bersiv nadin, Tu gotina wan nema.
Ji bo ku ew napeyivin, ez li bendê bimînim? Ji bo ku ew disekinin û bersivê nadin?
Ez jî bersiva xwe bidim, Ez fikra xwe bêjim.
Çimkî dilê min tije gotin e, Ruhê bedena min zorê li min dike.
Loma hinavê min wekî şeraba devgirtî ye, Wekî meşkeke nû ya şerabê dike biteqe.
Ez bêjim ku rihet bim, Divê ez devê xwe vekim û bersivê bidim.
Ezê ferq û meyliya tu kesî nekim, Ezê şelafiya mirovan nekim,
Ez nizanim şelafîtî çi ye! Yan na wê Afirînerê min yekser min tune bike.
“Lê Eyûbo! Gotina min bibihîze, Guh bide hemû peyvên min.
Va ye, min devê xwe vekir, Zimanê min dibêje.
Gotinên min rastiya dilê min eşkere dikin, Lêvên min bi dilpakî zanîna xwe dibêjin.
Ruhê Xwedê ez afirandim Û hilma Karîndar jiyanê dide min.
Heke tu dikarî bersiva min bide, Gotinên xwe li ber min rêz bike Û li pêşberî min bisekine.
Va ye, li ber Xwedê, ez jî wekî te me. Ez jî, ji heriyê hatim afirandin.
Ji tirsa min nebizde Û tada min li ser te giran nebe.
“Binêre, gava min guhdarî dikir te digot, Ev gotinên te hatin guhê min:
‘Ez pak û bêguneh im, Ez bêsûc im, li ba min neheqî tuneye.
Dîsa jî ew li dijî min li hincetan digere Û min dijminê xwe dihesibîne.
Ew lingê min qeyd û lele dike Û çavdêrê hemû riyên min e.’
“Lê ez bersiva te bidim: Tu di vê yekê de neheq î, Çimkî Xwedê ji mirovan mezintir e.
Tu çima jê gazinan dikî? Çima dibêjî: ‘Ew bersiva peyveke min jî nade.’
Xwedê bi awayekî dipeyive, Mirov wî nebîne jî.
Di xewnê de, di dîtiniya şevê de, Gava xewa giran bi ser mirov de tê Û li ser nivînan xewarî ye,
Ew guhê mirovî wê gavê vedike Û bi terbiyekirina xwe, wî ditirsîne
Ku ew wî ji xerabiya ku dike bizivirîne Û wî ji quretiyê dûr bixe.
Ew canê wî ji çalê Û jiyana wî ji mirinê diparêze.
Ew bi êşa xwe ya li ser nivînan Û bi pevçûna herdemî ya di hestiyan de tîne rê
Ku dilê wî ji nên dixele Û canê wî xwarinên xweş red dike.
Goştê wî dihele, nayê dîtin Û hestiyên wî xuya dibin.
Canê wî nêzîkî çalê dibe Û jiyana wî nêzîkî ruhstênan dibe.
“Heke li ba wî milyaketek, Ji hezar milyaketan yek bi navbeynkarî hebe Ku ya rast ji mirovekî re eşkere bike,
Wî çaxî Xwedê kerema xwe nîşanî wî dide û dibêje: ‘Wî ji ketina çalê rizgar bike, Min berdêla wî dît.’
Goştê wî wekî goştê zarokan nû dibe Û vedigere rojên xortaniya xwe.
Ew ji Xwedê re dua dike û jê razî dimîne, Ew bi şahî rûyê wî dibîne. Xwedê rastiya wî li mirovî vedigerîne.
Îcar ew li ber mirovên din bi lavijan dibêje: ‘Min guneh kir û ji rastiyê şaş bûm, Lê min heqê xwe nestand.
Wî canê min ji ketina çala mirinê rizgar kir, Wê jiyana min ronahiyê bibîne.’
“Xwedê van hemû tiştan dike. Ew van du caran, sê caran, Bi serê wî mirovî de tîne
Ku canê wî ji çalê vegerîne Û bi ronahiya jiyanê geş bibe.
“Eyûbo! Guhê xwe bide û min bibihîze, Tu hiş be, ez bêjim.
Heke tiştekî tu bêjî hebe, ji min re bêje, Bêje, çimkî ez dixwazim te mafdar derxim.
An na tu guhdariya min bike, Tu hiş be, ez şehrezayiyê hînî te bikim.”
Êlîhû gotina xwe berdewam kir û got:
“Şehrezano, gotina min bibihîzin! Zanano, guh bidin min!
Çimkî çawa ku dev tehma xwarinê hiltîne, Guh peyvan diceribîne.
Ya ku adil e, em hilbijêrin, Qencî çi ye, em di nav xwe de biryar bidin.
“Çimkî Eyûb dibêje: ‘Ez rast im Û Xwedê heqê min ji destê min stand.
Tevî ku mafdar im jî, derewkar têm hesibandin, Ez bêguneh im, lê birîna min bêderman e.’
Kîjan mirov wekî Eyûb e? Ew tinazan wekî avê vedixwe,
Bi xerabkaran re digere Û bi mirovên xerab re dimeşe.
Wiha jî dibêje: ‘Tu feyde tuneye ku Mirov ji Xwedê razî be.’
“Loma serwextno, min bibihîzin! Haşa ku Xwedê xerabiyê bike Û Karîndar neheqiyê bike!
Çimkî ew bergîdana kirinên mirovan dide Û li gorî riya wan, tîne serê wan.
Bi rastî, Xwedê xerabiyê nake, Karîndar edaletê şaş nake.
Ma kî serweriya rûyê erdê da wî? Kî ew danî ser tevahiya dinyayê?
Heke ew niyet bike Ku ruh û hilma xwe paşve bistîne,
Wê hemû beşer bi hev re bimire, Wê mirov vegere axê.
“Heke fêmdariya te hebe, vê bibihîze. Guh bide dengê gotinên min.
Ma kesê ji edaletê nefret dike, Dikare serweriyê bike? Qey tê kesê rast û mezin sûcdar bikî?
Yê ku ji padîşah re dibêje: ‘Belqitiyo!’ Û ji mîr re jî dibêje: ‘Xerabo!’
Yê ku meyla serekan nake Û ji belengazan bêtir, qedrê dewlemendan nagire, Ma ne Xwedê bixwe ye? Çimkî ev hemû karên destê wî ne.
Ew jinişkave dimirin, Mirov nîvê şevê dihejin û tune dibin. Hêzdar jî tên hilanîn û birin, Lê ne bi destê kesekî.
“Çimkî çavê wî li ser riyên mirovan e Û hemû gavên wan dibîne.
Ne tarî û ne jî siya mirinê heye Ku xerabkar xwe tê de veşêrin.
Hewcedariya Xwedê careke din bi lêpirsîna mirovan tuneye Ku bîne dîwana xwe.
Bêyî ku lê bikole, ew mezinan dişikêne Û kesên din li cihê wan datîne.
Ji ber ku ew bi kirinên wan dizane, Wan bi şev serobino dike û diperçiqîne.
Ji ber xerabiya wan, Ew li ber çavê kesên din li wan dixe.
Çimkî wan dev ji lipeyçûyina wî berda Û tu riyên wî nahesibînin.
Wan kir ku hewara belengazan bigihîje wî, Wî jî hewara bindestan bihîst.
Gava Xwedê bêdeng be, kî dikare sûcdar bike? Çaxê rûyê xwe binixême, kî dikare lê binêre? Ne miletek ne jî mirovek,
Bila xwedênenas padîşahiyê neke Û ji gel re nebe dafik.
“Gelo kesî ji Xwedê re gotiye: ‘Ez sûcdar im, êdî ezê xerabiyê nekim.
Ya ku min nedîtiye, tu hînî min bike. Heke min neheqî kiribe, ezê careke din nekim’?
Heke te ew red kir, Wê li gorî daxwaza te bergîdanê bike? Kesê hilbijêre tu yî, ne ez im, Loma ya ku dizanî bêje.
“Wê fêmdar ji min re bêjin, Wê şehrezayên guhdariya min dikin wiha bêjin:
‘Eyûb dipeyive lê nizane, Di gotinên wî de şehrezayî tuneye.’
Eyûb wekî xerabkarekî bersiv dide, Xwezî ceribandina wî her û her bidome.
Ew serhildanê bi ser gunehê xwe ve zêde dike, Di nav me de destên xwe li hev dixe Û gotinên xwe li dijî Xwedê zêde dike.”
Êlîhû gotina xwe berdewam kir û got:
“Gelo tu vê yekê rast dibînî? Tu dibêjî: ‘Ez li ber Xwedê rast im.’
Lê tu wisa jî dibêjî: ‘Heke ez guneh nekim, Wê çi feydeya te hebe Û çi qezenca min hebe?’
“Ezê bersiva te û hevalên te bidim.
Li ezmanan binêre û bibîne, Bala xwe bide ewrên ji te bilindtir.
Tu guneh bikî, wê çi bi Xwedê were? Neheqiyên te zêde bin, wê çi pê were?
Heke tu rast bî, tu çi didî wî, Yan jî ew çi ji destê te distîne?
Xerabiya te ji bo mirovan e, Ji bo kesên wekî te ye, Rastiya te jî, ji bo kurê mirovan e.
“Mirov di bin zordariya zêde de dikin hewar, Gava di bin zendê hêzdaran de gazî alîkariyê dikin.
Lê kes nabêje: ‘Ka Xwedê, Afirînerê min?’ Ew Xwedayê ku bi şev stranan dide,
Ji heywanên erdê bêtir me hîn dike Û ji teyrên ezmanan me şehrezatir dike.
Ji ber quretiya xeraban, Li wir dikin hewar, lê ew bersiva wan nade.
Xwedê esse guhdariya hewara vala nake, Karîndar bala xwe nade vê yekê.
Herçiqas tu dibêjî: ‘Ez wî nabînim’ jî, Doza te li ber wî ye û tê zehf li benda wî bimînî!
Herwiha, ji ber ku wî bi hêrsa xwe ceza nekir Û zêde bala xwe neda serhildanê,
Eyûb beredayî devê xwe vedike, Ew bi nezanî gotinan zêde dike.”
Êlîhû gotina xwe berdewam kir û got:
“Hinekî bisekine ez nîşanî te bidim, Çimkî hê gotina min heye ku bi xatirê Xwedê ye.
Ezê zanîna xwe ji dûrî ve bînim Û rastiyê bidim Afirînerê xwe.
Bêguman peyvên min ne derew in, Mirovekî bi zanabûna kamil li ber te ye.
“Bi rastî Xwedê mezin e û tu kesî kêm nabîne, Ew di qeweta dil de hêzdar e.
Ew xeraban nade jiyandin Û heqê bindestan dide.
Ew çavê xwe ji ser rastan nade alî, Lê wan bi padîşahan re ser textan dide rûniştandin Û ew her û her berz dibin.
Heke ew li zincîran bên xistin Û bi benê tengasiyê ve bêne girêdan,
Wê gavê ew kirin û neheqiyên wan Ku kirêtî ne, Ji wan re eşkere dike.
Ew terbiyekirinê bi wan dide guhdarîkirin Û ferman dike ku ji xerabiyê bizivirin.
Heke guh bidin û xulamiya wî bikin, Ew rojên xwe bi qenciyê Û salên xwe di kêfxweşiyê de derbas dikin.
Lê heke guh nedin, Wê bi şûr tune bibin Û ji ber nezaniyê bimirin.
“Kesên ji dil xwedênenas in, hêrsê dicivînin, Xwedê wan girê bide jî, ew nakin hewar.
Ew di xortaniya xwe de dimirin, Jiyana wan di nav fahîşeyên pûtperest de diqede.
Ew bindestan di bindestiya wan de rizgar dike, Ew di tengasiyê de wan dide guhdarîkirin.
“Bi rastî wî bala te kişand Ku te ji devê tengasiyê derîne Û te bibe dereke fireh û bêasteng. Sifreya te bi rûn û aramiyê tije bû.
Lê tu bi cezayê xeraban tije bûyî, Ceza û edalet te digirin.
Hay ji xwe hebe, bila hêrs bala me nekişîne Ku em nebin tinazkar. Bila bertîla zêde jî te averê neke.
Wê hewara te, te ji tengasiyê bikişîne? Wê hemû hêz û qeweta te, têr bike?
Tu bêriya wê şevê neke Ku gel ji cihê xwe tên rakirin.
Hay ji xwe hebe, xwe ber bi xerabiyê ve nebe, Çimkî ji ber vê yekê tu bi tengasiyan hatî ceribandin.
“Va ye Xwedê bi hêza xwe bilind e, Gelo Mamosteyê wekî wî heye?
Kî riya wî li ber wî kifş kir? Kî dikare jê re bêje: ‘Te neheqî kir’?
Pesindana karê wî bi bîr bîne, Mirov li ser wî stranan jî dibêjin.
Herkes li karê wî mêze dike, Her mirov ji dûrî ve lê dinêre.
Bi rastî Xwedê ewqas mezin e Ku em nikarin fêm bikin. Hejmara salên wî nayê hesibandin.
“Ew dilopên avê bi jor ve dikişîne Û dilopên baranê bi hilma xwe disefîne.
Ewr baranê diherikînin Û bi têra xwe bi ser mirovan ve dilop dikin.
Gelo mirov belavbûna ewran Û gurmîna konê wî dikare fêm bike?
Va ye, ew bi brûskên xwe derdora xwe ronahî dike Û kûrahiya deryayan dinixême.
Çimkî ew bi vê yekê serweriya gelan dike Û bi zêdebarî xwarinê dide.
Bi brûskan destên xwe dinixême Û emir dike ku li armanca wî bixe.
Gurmîna wî bahoza wî eşkere dike, Dewar jî hatina wê radigihîne.
“Li ser vê yekê jî dilê min dilerize Û ji cihê xwe dipengize.
Li gurmîna dengê wî Û himîna ji devê wî dertê baş guhdar bin.
Ew wî berdide binê seranserê ezmanan Û brûska xwe dide her aliyê dinyayê.
Dengek li pey wî dike himîn, Ew bi dengê rewnaqiya xwe digurmije. Gava dengê wî tê bihîstin, Ew brûskan nade rawestandin.
Dengê Xwedê bi kerametan dike gurmîn, Tiştên mezin ên ku em fêm nakin dike.
Çimkî ji berfê re dibêje: ‘Bikeve erdê’ Û ji taviyê re jî dibêje: ‘Bi hemû xurtiya xwe here xwarê.’
Destê her kesî mor dike û ji kar dide berdan Ku hemû mirov karê wî bizanibin.
Heywan jî diçin qulên xwe Û di şikeftên xwe de dimînin.
Bahoz ji odeya xwe tê Û serma ji bayê bakur e.
Hilma Xwedê avê dike cemed, Ew avên fireh diqerisîne.
Ew ewran bi rewayê bar dike, Ewr brûskên wî belav dikin.
Bi rêberiya wî ew li derdorê digerin Ku li seranserê dinyayê Her tiştê emir dike pêk bînin.
Çi ji bo cezayê, çi ji bo erdê xwe, Çi jî, ji bo dilovaniyê, ew hemûyan dike.
“Eyûbo, guh bide vê yekê! Bisekine û li karên Xwedê yên mezin bifikire.
Gelo tu dizanî, çawa Xwedê wan saz dike Û çawa brûska ewrê xwe dibiriqîne?
Qey tu bi hevkêşeya ewran Û kerametên Yê zanîna wî kamil e dizanî?
Gava bayê başûr dinyayê bêdeng dike, Cilên te jî germ dibin!
Gelo tu pê re dikarî ezmanan belav bikî Ku wekî neynikeke rijandî saxlem be.
“Hînî me bike ka em jê re çi bêjin, Ji ber taristanê em nikarin doza xwe rêkûpêk bikin.
Gelo mirov jê re bêje ku ez dixwazim bipeyivim? Kî dixwaze bê daqurtandin?!
Gava ezman dibiriqin, Gava ba radibe û ezmanan paqij dike, Kes nikare li ronahiyê mêze bike Ku li ezmanan dibiriqe.
Biriqîna zêr ji bakur tê, Rewnaqiya bi heybet li ser Xwedê ye.
Em nikarin bigihîjin Karîndar. Hêz û edaleta wî gelek e, Ew rastiya mezin binpê nake.
Ji ber vê yekê mirov jê ditirsin, Ew li tu kesê ku bi dilê xwe şehreza ye nanêre.”
Xudan ji nav bagerê bersiva Eyûb da û got:
“Ev zilam kî ye Ku bi peyvên nezanî şêwrê reş dike?!
Niha wekî mêrekî piştênka xwe girê bide! Ez ji te bipirsim, tu bi min bide zanîn!
“Gava min bingeha dinyayê datanî, Tu li ku derê bûyî? Heke fêmdariya te hebe, ka bêje!
Madem tu dizanî, kê pîvanên wê danîn? An kê benê pîvanê kişand ser?
Binikên wê li ser çi hatin danîn? An kevirê wê yê rikin kê bicih kir?
Di wê demê de stêrên sibê bi hev re lavij gotin Û hemû hebûnên ezmanî bi şahî qîriyan.
“Dema derya ji zikê diya xwe jinişkave hat der Kê deryayê bi deriyan girt?
Gava min ewr jê re kirin cil Û taristana kûr jê re kir pêçek,
Çaxê min sînorên wê danîn Û derî û zirzeyên wê bicih kirin
Û got: ‘Tê heta vir werî û derbas nekî. Wê pêlên te yên qure li vir bisekinin.’
“Ma te di jiyana xwe de emir li sibehê kir? Te cihê şeveqê hînî wê kir
Ku her aliyê dinyayê bigire Û xerab jê bên daweşandin û avêtin?
Şiklê wê diguhere û wekî gila li bin morê, Êdî her tişt baş tê dîtin.
Ronahiya xeraban ji wan tê texsîrkirin Û zendê rakirî tê şikandin.
“Ma tu gihîştî heta ber kaniyên deryayê? Yan tu di avên kûr de geriyayî?
Dergehên mirinê li ber çavê te xuya bûn? Te dergehên siya mirinê dîtin?
Ma te fêm kir dinya çiqas mezin e? Heke tu hemûyan dizanî, ka bêje!
“Riya warê ronahiyê li ku ye Û ka cihê tariyê?
Ma tu dikarî yeka ji wan bibî sînorê wê Û riya mala wê fêm bikî?
Bêguman tu dizanî! Çimkî tu wê gavê hatî dinyayê! Emrê te ewqas dirêj e!
“Ma tu ketî embarên berfê Yan te embarên zîpikê dîtin
Ku ez ji bo dema tengasiyê, Ji bo roja şer û pevçûnê diparêzim?
Ma riya dera ku ronahî tê parvekirin li ku ye? Ka cihê ku bayê rojhilat li ser rûyê erdê belav dibe?
Ma kî ji bo lehiya baranê co Û ji bo brûskê rê kola
Ku li ser dera bêmirov, Li ser beriya kes lê tuneye baranê bibarîne,
Dera wêran û helakbûyî têr bike Û giyayê teze derîne?
Gelo bavê baranê heye? Kê dilopên xunavê birin dinyayê?
Cemed ji zîkê kê derket? Kê xusika ezmanan bir dinyayê?
Av wekî kevir hişk dibin Û rûyê avên kûr diqerise.
“Gelo tu dikarî Komstêra Perwînê girê bidî Û benên Oriyonê vekî?
Ma tu dikarî komstêran ji demsalan derînî Û rêberiya Hirça Mezin û zarokên wê bikî?
Gelo tu bi qanûnên ezmanan dizanî? Tu dikarî serweriya wan li ser rûyê erdê ava bikî?
“Gelo tu dikarî dengê xwe bigihînî ewran Ku lehiyên avê te binixêmin?
Ma tu dikarî brûskan rakî Ku bên û ji te re bêjin: ‘Em li vir in.’
Kê şehrezayî xist dilan? An kê fêmdarî xist aqilan?
Kî ewqas şehreza ye ku ewran bijmêre? Kî dikare meşkên ezmanan vala bike,
Gava ax hişk dibe Û terkên wê bi hev ve dizeliqin.
“Ma tu dikarî ji bo şêremê nêçîrê bikî Û zikê şêrên ciwan têr bikî
Ku xwe di şikeftên xwe de ditepisînin Û di nav deviyan de dikevin kozikê.
Gava têjikên qijakê ji Xwedê re dikin hewar Û ji birçîbûnê virde wêde digerin, Kî nêçîrê jê re amade dike?
“Gelo tu dizanî pezkovî kengê dizên? Tu rêpaniya dema zayîna xezalan dikî?
Mehên ku tije dikin tu dikarî bihejmêrî Yan tu bi dema zayîna wan dizanî?
Ew xwe xwar dikin û dizên, Ji êşa xwe rizgar dibin.
Karikên wan xurt dibin û li çolê mezin dibin, Diçin û careke din venagerin.
“Gelo kê kerê çolê berda, Kê benê kerê girêdayî vekir?
Ew kerê ku min deşt jê re kir mal Û axa şor min jê re kir sitar.
Ew bi aloziya bajêr dikene Û qîrîna siwaran nabihîze.
Ji bo ku biçêre li çiyayan digere Û li her cure şînahiyê digere.
“Gelo gayê çolê dixwaze xulamiya te bike? Yan li ber afirê te şevê diborîne?
Gelo tu wî dixî bin nîr? An li pey te, li deştan tevrikê dike?
Ji ber ku xurt e tu dikarî pê ewle bî? Yan tu karê xwe jê re dihêlî?
Gelo tu bawer dikî ku wê dexlê te bîne, Yan li ser bênderê kom bike?
“Baskên şetirmerxê fireh in, Lê ne wekî per û baskên leglegê ne.
Çimkî ew hêkên xwe datîne erdê Û wan di bin axê de germ dike.
Ew ji bîr dike ku ling dikarin wan bişikînin Û heywanên çolê wan biperçiqînin.
Çawa ku ne têjikên wê bin Ew bi hişkî bi wan re tevdigere, Beredayî zehmet kişandin ne xema wê ye.
Çimkî Xwedê şehrezayî pê daye jibîrkirin, Wî di fêmdariyê de par nedaye wê.
Lê gava rabe û bazde, Bi hesp û siwarê wî dikene.
“Ma te hêz da hespan? Te gijiya pêl dide li pişta wan kir?
Gelo tu wekî kulî wan didî pengizandin? Te hirîna qure û tirsdar daye wan?
Ew bi simên xwe axa deştê bi dijwarî dikolin, Bi hêza xwe şa dibin û bi ser şervanan ve diçin.
Ew bi tirsê dikenin, ew nayên şikandin. Ji ber şûr xwe nadin alî.
Tîrdank, rima birqok û zixt, Li ser pişta wan teqereq e.
Bi şid û kelecan erd li ber lingên wan winda dibe, Gava borî bê lêxistin li cihê xwe nasekinin.
Bi lêxistina boriyê re ew dikin ‘Hîrehîr!’ Ew ji dûrî ve bêhna şer dikin, Qîrîn û gurmîna fermandaran dibihîzin.
“Ma şahbaz bi fêmdariya te hildifire Û baskên xwe ber bi aliyê başûr ve vedike?
Ma bi emrê te eylo bilind dibe Û hêlîna xwe li bilindciyan çêdike?
Ew li ser zinaran rûdine û bi cih dibe, Zinarên bilind asêgeha wî ye.
Ew ji wir çavdêriya nêçîra xwe dike, Çavê wî ji dûrî ve dibîne.
Têjikên wî bi xwînê xweyî dibin, Laş li ku derê bin, ew jî li wir e.”
Xudan bersiva Eyûb da û got:
“Gelo kesek tiştekî şaş di Karîndar de dibîne, Dikare gazinan jê bike? Kesê doza wî bi Xwedê re heye bila bersivê bide.”
Eyûb bersiva Xudan da û got:
“Ez kêm im, ez kî me ku bersiva te bidim? Loma destê xwe dibim ber devê xwe.
Carekê min got, ezê bersiv nedim. Careke din ezê nepeyivim.”
Xudan ji nav bagerê bersiva Eyûb da û got:
“Niha wekî mêrekî, piştenka xwe girê bide! Ez ji te bipirsim, tu bi min bide zanîn!
“Gelo tê edaleta min pûç derînî? Ji bo mafdar bêyî dîtin, tê min sûcdar bikî?
Zendê te wekî zendê Xwedê ye? Dengê te dikare wekî dengê wî bike gurmîn?
Nexwe rabe xwe bi şan û şerefê rapêçe, Heşmet û rewnaqiyê li xwe bike.
Xezeba xwe ya zêde vala bike, Li qureyan binêre û wan nizim bike.
Li hemû qureyan binêre û wan kêm bike Û xeraban di cihê wan de biperçiqîne.
Hemûyan bixe bin axê, Ji bo goristanê rûyê wan bi kincan bipêçe.
Wî çaxî ezê jî qebûl bikim Ku wê destê te yê rastê te rizgar bike.
“Ka li Behêmotê binêre ku min tevî te afirandiye, Binêre çawa wekî dewaran giyê dixwe.
Mêze bike, hêza wî di pişta wî de ye, Taqeta wî di rehên zikê wî de ye.
Dûvê xwe wekî dara sedrê radike, Rehên hêtên wî hatine honandin.
Hestiyên wî wekî boriyên tûncîn in, Beşên bedena wî, wekî şivên hesinî ne.
Ew berhemeke sereke ya Xudan e, Tenê Afirînerê wî dikare bi şûr nêzîkî wî be.
Xwarina wî çiya didin, Ew çiyayên ku hemû heywanên çolê li wir dileyizin.
Ew di bin deviyên hinapê de radize, Li dera qamîş û ritamê.
Hinap wî bi siya xwe dinixêmin, Spîndarên gelî dor lê dipêçin.
Çem jî rabe, ew natirse, Çemê Şerîayê bide qirikê jî, ew ewle ye.
Gava çavê wî dibîne, kî dikare wî bigire Û bi xelekê pozê wî qul bike?
“Gelo tu dikarî Livyetan bi benê bikişînî? Tu dikarî zimanê wî bi kertikê girê bidî?
Gelo tu dikarî kertikek ji zilan li pozê wî bixî, Yan bi şewkê erçena wî qul bikî?
Wê gelekî lavayî te bike? Yan wê peyvên şîrîn ji te re bibêje?
Wê bi te re peymanê çêke Ku tu her û her wî bikî xulam?
Tu dikarî pê re bileyizî, çawa ku bi çivîkê re dileyizî? Tu dikarî ji bo şabûna keçên xwe wî girê bidî?
Gelo bazirgan li ser wî bazarê dikin? Gelo ew di nav taciran de, wî parve dikin?
Tu dikarî çermê wî bi zixta masiyan qulqulî bikî Û serê wî bi rimên masîgiran?
Destê xwe deyne ser wî, Şer bi bîr bîne, tê careke din dest nediyê.
Îcar hêviya girtina wî pûç e. Mirov bi dîtina wî jî nabizde?
Mirovekî tirsê tuneye ku wî hişyar bike, Îcar kî dikare derkeve pêşberî min?
Gelo kê deyn daye min ku ez lê vegerînim? Di bin tevahiya ezmanan de çi hebe, ya min e.
“Ezê li ser milên wî, lingên wî, Hêza wî ya zordar û laşê wî yê bi heybet hiş nebim.
Kî dikare pêşa cilên wî rake? Kî dikare bikeve navbera herdu erçenên wî?
Li ber diranên wî yên tirsdar, Kî dikare deriyê devê wî veke?
Pişta wî bi rêzên pûlikan hatiye çêkirin Ku bi morê hatiye girtin.
Ew ewqas nêzîkî hev hatine rêzkirin Ku hewa jî di nava wan re derbas nabe.
Ew bi hev ve girêdayî ne, Bi hev ve ne û ji hev nayên veqetandin.
Bênijandina wî ronahiyê dide, Çavên wî wekî tîrêjên şeveqê ne.
Ji devê wî xetîreyên bipêt dertên Û çirûskên êgir dipekin.
Ji pozê wî dû dertê, Çawa ku ji sîtilên kelandî û zilên şewitandî dertê.
Hilma wî perengan pêdixe Û pêt ji devê wî dertê.
Stûyê wî hêzdar e Û saw li pêş wî dileyize.
Qatên goştê wî bi hev ve zeliqandî ne, Li ser wî asê ne, naleqin.
Dilê wî wekî kevir hişk e, Wekî beraşê binî hişk e.
Gava ew radibe hêzdar ditirsin, Ji dengê rêveçûna wî, xwe winda dikin.
Gava şûr bi ser de ket, bi kêr nayê, Rim, zixt û tîr jî bi kêr neyên.
Li ba wî hesin wekî kayê, Tûnc wekî darê rizî ye.
Tîr wî nade revandin, Kevirên berkaniyê li gorî wî wekî pûş in.
Li ba wî gurz jî wekî pûş e, Ew bi êrîşa riman dikene.
Binzikê wî wekî perçeyên dîzikê tûj e, Wekî cercerê xwe bi ser heriyê de davêje.
Wekî sîtilekê avên kûr dikelîne, Deryayê wekî melhema nava dîzikê tevlihev dike.
Li pey xwe şopeke birqok dihêle, Mirov difikire ku porê spî yê avên kûr heye.
Li ser erdê hempayê wî tuneye, Ji bo netirse hatiye afirandin.
Ew her tiştê bilind biçûk dibîne, Padîşahê hemû qureyan e.”
Eyûb bersiva Xudan da û got:
“Ez dizanim tu dikarî her tiştî bikî Û tu armanceke te nayê astengkirin.
Te got: ‘Ev zilam kî ye ku şêwrê bi nezanî reş dike?’ Rast e, min gotinên ku min jê fêm nedikirin gotin, Tiştên ku ji min zêde ne û min nizanibû.
“Te got: ‘Niha guhdar be, ez bêjim. Ez ji te bipirsim, tu bi min bide zanîn!’
Min li ser te bi guhan bihîstibû, Lê niha ez bi çavê xwe te dibînim.
Loma ez xwe kêm dibînim Û di nav toz û xweliyê de tobe dikim.”
Piştî ku wî ji Eyûb re wiha got, Xudan ji Êlîfazê Têmanî re got: “Hêrsa min li dijî te û herdu hevalên te ye. Çimkî we wekî Eyûb nekir û li ser min ya rast negot.
Niha ji bo xwe heft conega û heft beranan bibin û herin ba Eyûbê xulamê min û ji bo xwe qurbana şewitandinê pêşkêş bikin. Bila Eyûbê xulamê min ji bo we dua bike. Ezê duaya wî qebûl bikim û bergîdana ehmeqiya we nedim. Çimkî we wekî Eyûb nekir û li ser min a rast negot.”
Êlîfazê Têmanî, Bîldadê Şûahî û Sofarê Naemayî çûn û bi ya Xudan kir. Xudan duaya Eyûb qebûl kir.
Gava Eyûb ji bo hevalên xwe dua kir, Xudan Eyûb vegerand firehiya berê. Xudan du qatî hebûna wî ya berê da Eyûb.
Hemû xwişk, bira û nasên wî yên berê hatin ba wî. Li mala wî, wan pê re xwarin xwar. Wan êşa wî parve kir û ji ber hemû belayên ku Xudan anîn serê wî, ew teselî kir. Her yekî perçeyek zîv û gustîleke zêrîn dan wî.
Xudan Eyûb ji destpêkê bêtir bereket kir. Çardeh hezar pezên wî, şeş hezar deveyên wî, hezar cot gayên wî û hezar kerên wî çêbûn.
Heft kur û sê keçên wî çêbûn.
Wî navê keça xwe ya pêşî Yemîma, ya diduyan Qesiya û ya sisêyan Qeren-Happûk danî.
Li tevahiya welêt delalên wekî keçên Eyûb tunebûn. Bavê wan, tevî birayên wan, mîras da wan jî.
Paşê Eyûb sed û çil salan jiya û wî çar nifş ji kur û neviyên xwe dîtin.
Eyûb kal bû û ji jiyanê têrbûyî mir.
Xwezî bi wî mirovê ku bi şîreta xeraban rêve naçe, Bi pey gunehkaran nakeve, Li komela tinazkaran rûnanê.
Ew tenê zewqa xwe ji şerîeta Xudan distîne, Û bi şev û bi roj kûr li ser wê difikire.
Yên weha wek wê darê ne, ku li lêva avê hatiye danîn, Meywa xwe di demê de dide, Pelê wê naçilmise. Her karê ku dike qenc dike.
Xerab ne weha ne, Wek hûrikê kayê ne ku ba lê dixe û dibe.
Loma di dadbarkirinê de rast dernakevin, Û gunehkar li civata qencan ranawestin.
Çimkî Xudan riya qencan dizane, Belê riya xeraban neman e.
Çi ye ev kelîna gelan, Vala fikirîna miletan?
Padîşahên dinê radibin ser lingan, Desthilatdar, li hember Xudan û meshkiriyê wî, Ava dikin yekîtiyan û dibêjin:
«Em biqetînin girêdanên wan Ji ser xwe bavêjin benê wan.»
Ji textê ezmanan dikene bi wan, Şa dibe Xudan bi kirina wan.
Hingê wê bi hêrs ji wan re bêje, Bi xezeba xwe wan têxe dehşetê:
«Ez im, yê ku padîşahê xwe, Li ser çiyayê pîroz, Siyonê da rûniştin.»
Ezê qanûna Xudan bidim belavkirin, Wî ji min re got, «Tu yî kurê min. Îro ez ji te re bûm bav.»
Ji min bixwaze, ezê wek mîras miletan, Bi milkî çar kujên dinê bidim te.
Tê bi darê hesin wan bişikînî, Wek derdanek kûzçêker, ji hev biqetînî.
Ey padîşahno, êdî bi aqil bin! Ey serokên dinê, dersê hilînin!
Bi tirs ji Xudan re bibin xizmetkar, Bilerizîn, bibin bextiyar.
Kur maç bikin, da ku hêrs nebe, Kes ji we, li ser rê tune nebe. Çimkî bi derbekê radibe hêrsa wî, Xwezî bi wan, ku xwe avêtine wî.
Ya Xudan, çiqas zêde bûn dijminên min, Gelekan serî rakir li ber min.
Gelek kes li ser min dibêjin: «Li ba Xwedê ji bo wî xelasî nîne.»
Belê tu ya Xudan, tu mertal î li hawirdora min, Tu yî, berzî û serbilindiya min.
Bi dengê xwe ez bang dikim Xudan, Ji çiyayê xwe yê pîroz dide bersîvan.
Ez razam di xew re çûm, Ez cardin hişyar bûm, çimkî Xudan ji min re bû destek.
Tirsa min, Ji peraniya ku çaralî dor li min pêçaye tune.
Ya Xudan rabe, ey Xwedê min xelas ke, Li çena hemû dijminên min xe, Diranê xeraban bişikîne.
Xelasî bi Xudan e, Bila bereketa te li ser gelê te be.
Gava ku min li te kir hawar, Bersîva min bide, ey Xwedayê min! Ji tengahiyan, tu derîne firehiyan, Li min were rehmê, goh bide dua min.
Ey mirovno, hûnê heta kîngê, Rûmeta min vegerînin şermê? Hûnê heta kîngê, ji tiştê vala hez bikin, Û bi pey derewan bikevin?
Bizanin ku Xudan, yê dîlsoz ji bo xwe veqetandiye, Kengê ez bang bikimê, ew min dibihîze.
Ji hêrsê bilerizin; belê guneh nekin. Di nav nivînên xwe de kûr li ser vê yekê bifikirin, hiş bin.
Qurbanên rastiyê bidin, Bi Xudan ewle bin.
Yên ku dibêjin «Wê kî bi me qenciyê bike?» gellek in. Bi ronahiya rûyê xwe, me ronahî bike ya Xudan!
Te şahiyek wisa kir dilê min, wisa pirr, Ji ya ku ew, ji firehiya genim û şeraba teze distînin bêtir.
Ezê bi aştî xwe vezelînim û rakevim, Çimkî tenê tu, ya Xudan, Di ewlehiyê de min didî rûniştin.
Goh bide gotinên min, ya Xudan, Axînên min bibihîze.
Feryada min bibihîze, ey Padîşah û Xwedayê min! Çimkî, ji te re ye dua min.
Serê sibê tu dibîhîzî dengê min, ya Xudan, Her sibe ji te re dua dikim, bi hêvî li benda te dimînim.
Çimkî tu ne ew Xweda yî ku ji xerabiyê hez dike, Xerabî li ba te cih nake.
Pozbilind li pêş te cih nabînin, Hemû gunehkar nefreta te dibînin,
Tu derewkaran dikî tune, Ji zilamê xwîndar û hîlekar, Ya Xudan, tu çiqas aciz î, hawar!
Belê ezê, bi wê kerema te ya mezin, Di hundirê mala te kevim, Bi tirs serî li ber perestgeha te ya pîroz deynim.
Ya Xudan, ji ber dijminên min, Di rastdariya xwe de rê nîşanî min bide, Riya xwe rast bike li ber min.
Çimkî rastî ji devê wan dernakeve, Tije xerabî ye dilê wan, Gora vekirî ye gewriya wan, Tenê xwe xweşkirin e ya wan.
Ya Xwedê, wan sûcdar derîne! Bike ku planên wan hilweşin. Berî wan de, ji ber serhildanên wan ên bêhejmar, Çimkî ew li hember te bûn serhildar.
Her kesê ku xwe davêje te bila şa be, Bila herdem şa û dilgeş be. Çimkî tu diparêzî wan. Hezkiriyên navê te, bila têr şabin bi te.
Çimkî, tu yê rast pîroz dikî, ya Xudan, Bi kerema xwe dora wan tije dikî, wek mertalan.
Ya Xudan, bi hêrs li min nehêle! Bi xezebê min neyne rê.
Li min were rehmê ya Xudan, çimkî ez çilmisî me ji can. Şîfayê bide min ya Xudan, çimkî dilerizim ez ji hestiyan.
Pirr dilerize canê min Ax, ya Xudan, heta kîngê?
Vegere, tu ey Xudan, azad bike li min can, Xelas bike min bi kereman.
Kes te bibîr nayne ji nav miriyan, Wê kî şikir bike ji te re ji diyarê miriyan?
Ji nalîna xwe ez westiyam, Ji girî her şev şil e doşeka min, Ji hêsrên çavan şil dibe nivîna min.
Ji kederê tarî bû fera çavê min, Qels bûn çav ji rûyê dijminê min.
Ey hûn yên ku xerabiyê dikin, Dûr kevin ji min, Çimkî Xudan bihîst giriyê min.
Xudan bihîst lavakirina min, Wî qebûl kir dua min.
Wê şerm bikin hemû dijminên min, Û têr bilerizin hemû. Wê vegerin û pê re şermezar bibin.
Ez xwe dispêrim te ya Xudanê min, Xelas ke min ji wanên ku ketine pey min. Azad ke!
Eger ku nebe xelaskarekî min, Wek şêran, Wê perçe bi perçe bikin canê min.
Ya Xudan Xwedê, eger min ev kiribe: Eger di destê min de, hebe neheqî,
Bêbextî kiribe min bi dostê xwe re, Û bê sedem şêlandibe dijminê xwe,
Bila bi pey min bikeve dijminê min, Min bigire û li erdê xe, Bipelêxe canê min, Û binpê ke rûmeta min.
Bi hêrs rabe, ya Xudan! Bilind bibe li hember xezeba dijminên min! Hişyar bibe ji bo min! Edaletê tu emir bike.
Bila li te bicivin, koma netewan hawirdor, Tu wan îdare bike ji qata jor.
Li miletan hukum dike Xudan, Li min jî hukum bike ya Xudan! Li gor rastî û durustiya min.
Ey Xwedayê rast! Bila dawiya xerabiya xeraban bê, Belê rastan ava ke. Tu ku, dil û aqilan diceribînî.
Xwedê mertalê min e, Xelaskarê dilpaqijan e.
Dadgerek rast e Xwedê, Erê Xwedayek ku, her roj hêrsê dibarîne.
Eger ku venegere însan, Xwedê tûj dike şûran, Bi kişandina kevan, rast dike li armancan.
Amade ne çekên wî yên mirinê, Tîrên wî yên şewitandinê.
Va ye yê xerab êşa xerabiyê dikişîne, Bi xerabiyê bi hemle, Derewan tîne.
Bîrek kola û ew veda, Bi xwe ket çala ku veda.
Xerabiya wî tê serê wî, Zordariya wî ket ser wî.
Sipasdar im ji bo rastiya Xudan, Lavijan dibêjim ji bo navê wî yê mezin.
Ey Serwerê me Xudan, Çiqas mezin e navê te li erd û ezman! Berziya te dagirtiye ezman.
Te bi devê yên berşîr û zarokan, Li pêş dijminên xwe çeper çêkirî, Dengê neyar û yê ku heyfê distîne birî.
Gava ku ez dinêrim li ezman, Karê destê te, heyv û stêran,
Hingê dipirsim ez ji xwe: «Mirov çi ye ku tu wî bibîr bînî, Kurê mirov çi ye ku tu wî bibînî?»
Te ew piçekê ji xwe kêmtir afirand, Bi taca berzî û rûmetê xemiland.
Te ew li ser karên destê xwe kir serwer, Her tişt kir bin lingê wî seranser:
Pez û dewarên xwe, Heywanên xwe yên çolê da ser.
Teyrên ezman û masiyên behran, Hemû giyandarên keviyên deryayan.
Ey Serwerê me Xudan, Çiqas mezin e navê te, li erd û ezman!
Ya Xudan ezê bi hemû dilê xwe ji te re şikir bêjim, Hemû karên te yên mezin bibêjim.
Ezê bi te dilgeşiyê bibînim, bikim kêfan. Bi îlahiyan bidim pesnê te, ey Berzê Berzan!
Gava ku dijminên min bi şûn de vedigerin, Li pêş te diterpilin, dimirin û derin.
Çimkî doza min, heqê min te parast, Li text rûniştî da biryara rast.
Te li miletan hilat, xeraban tune kir, Her û her navê wan jê bir.
Dijmin neman, her û her xerab in, Te ji binî hilweşand bajarên wan, Êdî qet nayê gotin ji navê wan.
Belê Xudan her û her rûniştiye, Bi hukum textê xwe ava kiriye.
Bi edalet dinyayê ew digerîne, Bi rastî hukmê xwe li ser miletan datîne.
Ji bo bindestan Xudan stargeh e, Di rojên teng de keleh e.
Yên bi te dizanin ji te ewle ne, Çimkî yên ku berê xwe dan te, te neterikand ya Xudan.
Bi lavijan pesnê Xudanê li Siyonê rûniştî bidin! Bila bi we kirinên wî li nav miletan eşkere bibin.
Çimkî, yê bi pey xwîna rêtî dikeve wê bibîr tîne, Feryada bindestan ji bîr dernayne.
Li min were rehmê ya Xudan, Yê ku min radike ji derê mirinan. Bibîne, ez çi ji destê yên ku ji min nefret dikin dikişînim!
Wisa ku, hemû pesnên te bêjim, Li deriyên bajarê keça Siyonê, Bi xelaskirina te dilgeş im.
Milet ketin çala ku kolan, Lingên wan ket tora ku veşartin.
Hukmê xwe ajot, Xudan xwe da nasîn, Zilamê xerab, bi karê destê xwe bû hefsîn. Hîgayon.
Xerab wê herin diyarê miriyan, Miletên Xwedê jibîr kirine her eynî riyan.
Çimkî wê feqîr herdem neyê jibîrkirin, Hêviya bindestan her û her neyê xîşkirin.
Rabe ya Xudan, bila zorbir nebe însan, Li pêş te be, hukumkirina miletan!
Tu wan bibizdîne, ya Xudan! Bila bizanibin ku ew, ne tu tişt in, tenê însan.
Ya Xudan, tu çima wisa dimînî li dûrî, Di demên teng de xwe vedişêrî?
Bi quretiya xerab dişewite bindest, Bila bikeve xefika xwe, ew yê serdest.
Zilamê xerab, bi ya ku canê wî dikişîne dibe pesindar, Yê çavbirçî, red dike Xudan, biçûk dibîne Afirandar.
Bi pozbilindiya xwe, yê xerab nagere li Xudan, Hergav dibê «Xwedê tune» ev e ya wî, hemû raman.
Fireh e riya xeraban, Hukmên te ji nêrîna wan pirr bilindtir e, Yê xerab fêm nake, li ba wî ne berz û ne çêtir e.
Di dilê xwe de dibêje, «Ez nahejim, Tu car ber bi felaketê ve nabezim.»
Devê wî bi lanet, hîle û xedariyê tije ye, Fesadî û xerabî di bin zimanê wî de heye.
Li dora gundan kozik datîne, Li derên xewle canê bêriyan hiltîne, Bi dizî çavê xwe, li ser yê bêçare digerîne.
Wek şêrê di şikeftê de, Li dera xalî kozik datîne, Ji bo girtina bindest dimîne. Ku girt, tora xwe kaş dike û hiltîne.
Ditewin, dikevin ser qerefîskan, Neçar dikevin nav pençan.
Di dilê xwe de dibêjin, «Ji bîr kir Xwedê, Nixamt rûyê xwe, hew dibîne vê.»
Rabe ya Xwedê, destê xwe bilind ke ya Xudan! Tu ji bîr neke bindestan!
Çima yê xerab biçûk dibîne Xwedê, Di dilê xwe de, «Ew hesab napirse» dibê?
Belê tu dibînî, ji bo bi destê xwe cezakirinê, Li kîn û xerabiyê dimeyzînî, Tu yî spartgeha neçaran, Tu yî alîkarê sêwiyan.
Bişkîne milê xerab û neheq, Bipirse li hesabê nepirsî yê bêheq.
Padîşah e, her û her Xudan, Namîne li diyarê wî tu tişt ji miletan.
Ji bo dayina heqê bêkes û neçaran, Ya Xudan, te bihîst bangkirina hejaran.
Tê dilê wan xurt bikî, gohê xwe li wan vebikî, Da ku zilamê ji axê, nebe sedemê tirsê.
Ez xwe dispêrim Xudan, Hûn çawa ji bo min dibêjin, «Wek çivîkan bireve çiyan.
Binêre li xeraban, Dişidînin kevanan, Ji bo ku di tariyê de bavêjin yên dilpak, Ditikînin tîran.
Çaxê bingeh hilweşîn, Dikare çi bike zilamê rastîn?»
Li perestgeha pîroz e Xudan, Textê wî li ezmanan, Ew her kesî dibîne, Hemû mirovan diceribîne.
Yê rast diceribîne Xudan, Ji yê xerab, ji yê zordar aciz e, ji can.
Wê li ser xeraban terafa agir û kewkurtê bibarîne, Wê para wan bikeve kasa bayê ku dişewitîne.
Çimkî Xwedê rast e, ji rastiyê hez dike; Li ber mirovê rast rûyê xwe vedike.
Xelas ke ya Xudan, dilsoz neman, Diqedin mirovên ewle li nav mirovan.
Herkes ji cîranê xwe re derew dibêje, Bi xweşekî, bi durûtî dibêje.
Wê Xudan, lêva hemû xweşekan, Devê hemû zimandirêjan bibirre.
Ew ku «Em bi zimanê xwe serdest derdikevin, Lêvên me yên me ne, Kî efendiyên me ne?» dibêjin.
Ji ber bindestiya mexdûran, Ji nalîna feqîran, Xudan dibêje: «Niha ezê rabim, Aştiya ku wan bêrî kiriye ava kim.»
Gotinên pak in gotinên Xudan; Dimînin wî zîvê ku bi agirê tenûrê, Heft caran hatiye dadan.
Tu wan biparêze ya Xudan, Dûr bigire ji vî nifşê xeraban!
Çaxê ku nizmîyê di nav mirovan de dît raxbet, Xerab û xerabî li her derê derket.
Heta kîngê ya Xudan, Ma tê her û her jibîr bîkî min? Heta kîngê rûyê xwe veşêrî ji min?
Her roj, bi dilê bi keder a qirase, Heta kîngê wê bajo ev waswase? Heta kîngê wê dijminê min bi ser keve?
Halê min bibîne ya Xudan, bersîva min bide, Çavên min veke, da ez nekevim xewa mirinê.
Da ku dijminê min nebêje «Min ew têk bir,» Bi lerizîna min nebe dilşad û kêfkir.
Bi hezkirina te ez bûm ewledar, Dilê min bi xelaskirina te bextewar.
Ezê ji Xudan re lavijan bêjim, Çimkî wî ji min re kir comerdî.
Yê bêaqil di dilê xwe de, «Xwedê tune» dibêje. Mirov xera bûn, karê xerab serî hildan û çûn. Nema kesî qencîker.
Xudan ji jor ve li mirovan dimeyzîne, Ka gelo ewê yên şehreza û li Xwedê digerin bibîne.
Hemû ji rê derketin, Bi hev re bûn mirdar. Kesî qencîker tune, Tenê yek nîne.
Ma yên ku sûc dikin nabînin? Wek ku nan bixwin, gelê min dixwin. Û bang nakin Xudan.
Li wir wê bitirsin, bikevin sawan. Çimkî li alî kesên rast e Xudan.
Hûn biçûk dibînin şîreta bindestan, Belê wan xwe spartiye Xudan.
Xwezî xelasiya Îsraêlê ji Siyonê bihata! Gava ku Xudan xelqê xwe ji surgûnê bîne, Wê ji Aqûb re şadî, ji Îsraêl ê re dilşadî bîne.
Ya Xudan, kî wê bibe mêvan li konê te? Kî wê rûnê li çiyayê te yê pîroz?
Yên ku bêkêmahî dijîn, ya rast dikin, Û ji dil ya rast dibêjin.
Ew ku, bi zimanên xwe nakin buxtan, Xerabî nakin bi dostan, Ruswa nakin cîranan.
Ew ku, zilamên rezîl kêm dibînin, Belê yên ku ji Xudan ditirsin dihesibînin. Bi xesara xwe sond xwaribe jî, venagere ji sondê.
Perê xwe nade faîzê, Li hember bêsûc bertîlê nastîne. Yê ku vana dike wê tu car veneleqe.
Min biparêze ya Xudan, Çimkî ez xwe dispêrim te.
Min ji Xudan re got, «Tu yî efendiyê min, Xên ji te kes nîne ku qenciyê bike bi min.»
Heçî pîroz û esilzadeyên dinê ne, Hemû şahiya min bi wan e.
Yên ku li pey îlahên din digerin, wê derdê wan zêde be. Ezê goriyên wan ên xwînê nerêjim. Navê wan bi devê xwe nebêjim.
Ya Xudan, Tu nesîb û para kasa min î. Pardarê jiyana min î.
Çi cihên berdar bûn para min, Erê, çi xweşik e mîrasa min.
Pesnê te didim, Xudanê ji bo min şîretdar, Bi şevan jî dilê min ji min re dibe hîndar.
Ez hergav Xudan datînim pêş xwe, Ji ber ku li milê min ê rastê ye, min nedî lerz li xwe.
Ji ber vê hundirê min bi kêf, dilê min şa ye, Bedena min di ewlehiyê de ye.
Çimkî tu min li diyarê miriyan terk nakî, Ji rizîbûna pîrozê xwe re dil nakî.
Tu min haydar dikî ji riya jînê, Têr şahî heye li pêşberî te, Kêm nabe şahî li rastê te.
Ya Xudan, li doza heq gohdarî bike, Feryada min bibihîze! Goh bide dua min a ji lêvên bêhîle!
Tu min mafdar derîne, Çimkî çavê te rastiyê dibîne.
Te ceriband dilê min, Bi şev ez sehitandim, Bi îmtihankirina min, Te xerabiyek nedît; Min niyet kir, ya xerab dernakeve ji devê min.
Herçî kirinên kesên din in, Bi gohdana gotina te, Ji riyên zordariyê reviyam.
Min bi gavên şidayî da ser riya te, Neşemitîn lingên min.
Min bangî te kir ey Xwedê, Çimkî tu bersîv didî min; Goh bide, gohdar be li gotina min!
Ey tu, yên ku xwe dispêrinê, Bi destê xwe yê rastê, wan ji dijminên wan xelas dike! Kerema xwe ya mezin nîşan de.
Min biparêze wek bîbikê çavan; Ji êrîşkirina xeraban,
Ji dijminên ku dora min rapêçane, Di bin siya bazkên xwe de min veşêre.
Dilê wan dohn girtiye, Bi devê xwe bi quretî dibêjin.
Niha dor li me dipêçin, li pey şopa me ne, Ji bo me li erdê xin çav li ser me ne.
Wek şêrekî li benda perçekirinê, Wek şêrekî ciwan ê ku rûniştiye di kemînê.
Rabe ya Xudan, pêşî li wan bigre, wan hilweşîne! Canê min bi şûrê xwe ji xeraban, Bi destê xwe ji mirovan, ya Xudan, Ji zilamên dinê bifilitîne.
Yên ku para wan a jînê ji vê dinê ye, Bila zikê wan bi cezayê ku tê bidî tije bimîne, Bila zarokên wan jî bixwin û têr bibin, Yê mayî ji nevîyên wan re bimîne.
Ezê bi saya rastdariyê rûyê te bibînim, Gava hişyar bim, bi dîdara te têr bibim.
Ez ji te hez dikim ya Xudan, tu yî hêza min!
Xudan e zinarê min, kanî û rizgarkarê min. Xwedayê min, zinarê min ê xwe spartinê ye. Mertalê min, hêza min a rizgarkirinê, birca min a bilind e!
Ezê bang bikim Xwedayê xwe yê hêjayî pesnan, Û xelas bibim ji dijminan.
Benên mirinê dora min pêçan, Ji pêlên hilweşînê ez tirsiyam.
Benên diyarê mirinê ez pêçam, Kemînên mirinê bi ser min ve hatin.
Min di tengahiya xwe de dua kir ji bo Xudan, Hawara xwe lê kir ji bo alîkariyan. Wî ji perestgeha xwe bihîst dengê min, Gihîşt gohê wî feryada min.
Hingê dinya lerizî, hejiya, Bingeha çiyan ji binî ve leqiya. Çimkî Xudan hêrs bûbû.
Ji pozê wî bilind bû dûman, Ji devê wî hilkişî agir, Ji sotikan bi hev girt.
Ezman qelaşt û daket, Tariya reş di bin lingê wî de bû.
Li Kerûbekî siwar bû û firiya, Li ser bazkên bayê bilind bû.
Tariyê li xwe pêça, Reşahiya avan û ewrên reş ên asîman li dora xwe kir holik.
Ji birqîna hebûna wî, Ji ewran tavî û sotikên agir bariya.
Xudan ji ezmanan kir qêrîn, Deng da Yê Berz, Bi tavî û sotikên agirîn.
Tîrên xwe avêt ew ji hev belav kir, Bi avêtina birûskê ew ji hev xera kir.
Ji hilmsitandina pozê te, Jî lêhilatîna te, ya Xudan, Kûrahiya avan hat dîtin, Bingehên dinyayê vebûn.
Ji jorê, dirêjî min kir destê xwe Xudan, Ez girtim, ez deranîm ji gellek avan.
Wî ez, ji yên ku ji min nefret dikin, Ji dijminên min ên hêzdar azad kirim. Çimkî ew ji min hêzdartir bûn.
Di roja felaketê de derketin pêş min, Belê Xudan bû destek ji bo min.
Wî ez derxistim firehiyê, Ez xelas kirim, çimkî ji min xweş bû.
Xudan, bergîdana rastbûna min da, Li gor paqijiya destê min, hemberê wê da.
Çimkî ez meşiyam, li ser riya Xudan, Bi xerabiyê, ji Xwedayê xwe neqetiyam.
Li pêş min e hemû dadbariyên wî, Dûr naxim ji xwe qanûnên wî.
Bi wî re ez tam û temam bûm, Min xwe dûr kir ji gunehan.
Ji ber vê yekê Xudan ji ber rastiya min, Li gor destpaqijiya min a li pêş xwe, da bergîdana min.
Tu ji yê dilsoz re dilsoz î, Bi yê têgihîştî re gihîştî.
Bi pak re pak, Ji zilamê xwar re xwar î.
Tu yî rizgarkarê nefsbiçûkan, Dadixî jêr bozbilindan.
Tu pê dixî çira min! Ey Xudan Xwedê, tu ronahî dikî tariya min.
Bi te ez êrîş dikim ser leşker, Bi Xwedayê xwe derbas dibim dîwar û çeper.
Riya Xwedê bêqusûr e, Sozê Xudan xas e. Ew, ji her kesê ku xwe spartiye wî re mertal e.
Ma heye ji xeynî Xudan Xwedê? Ji Xwedê pê ve zinarê ku mirov pişta xwe bidê?
Ew Xwedê, ku hêz dide min, Û temam dike riya min.
Wî ling dan min wek lingên xezalan, Ez li jor parastim, li bendavan.
Wî hîn kir destê min ji bo şeran, Milê min kir kevanê ji tuncan.
Te da min mertalê rizgarkirina xwe, Destê te yê rastê ez girtim, Nefsbiçûkiya te ez bilind kirim.
Te fireh kir ciyê lingê min, Loma neşemitî piyê min.
Ez bi pey dijminê xwe ketim, gihîştim wan, Ez nezivirîm heta ku ew neqediyan.
Min ew pelaxt, ew nikarin rabin, Wê weha di bin lingê min de bin.
Ji bo şer te ez bi hêzê rapêçandim, Yên ku li hember min rabûn di bin min de pelişandin.
Te kir ku dijmin ji ber min birevin, Yên ku ji min nefret dikin tunebin.
Wan kir hawar, belê nedîtin kesî rizgarkar; Bang kirin Xudan, wî bersîv neda wan.
Te ew pelçiqand, wek toza ber bayê, Bi wan girt û avêt, wek heriya kuçê.
Te ez xelas kirim ji pevçûna gelê min, Ez kirim serok li ser miletên din, Yên ku ez nas nakim ji min re evdîtî dikin.
Bi bihîstinê re goh didin min, Yên xerîb serî datînin li ber min.
Yên xerîb bêhêz in, Bi lerizîn ji kelehên xwe dibezin.
Xudan dijî, pîroz be zinarê min! Bila bilind be, Xwedayê rizgariya min!
Ew Xwedê ye, ku distîne heyfa min. Û miletan dike bin hêza min.
Ew min rizgar dike ji dijmin, Serhildêran dike bin serweriya min, Min diparêze ji zordaran.
Ji bo vê ya Xudan, ez ji te re spas dikim ji nav miletan, Li ser navê te dibêjim lavijan.
Xudan rizgarkirinên mezin dide padîşahê xwe, Ji yê xwe yê meshkirî, ji Dawid û ji nîjada wî re, Her û her keremdar e.
Ezman berziya Xwedê didin nîşan, Qûba ezman karê destê wî didin xuyan.
Roj ji rojê re gotin dibêje, Şev ji şevê re zanînê dide nîşan.
Ne gotin heye, ne peyivîn, Dengê wan nayê bihîstin.
Belê dengê wan belav dibe li tevahiya dinê, Û dengê wan diçe heta dawiya cîhanê. Xwedê, ji bo rojê li ezmanan çadir danî.
Roj, wek zavayê ku ji gerdekê dertê ye, Bi kêf e, wek bezdarê li ber bezînê ye.
Dertê ji aliyekî ezman, Dizivire heta dawiya ezman, Tu tişt nikare xwe veşêre ji germahiyan.
Tekûz e şerîeta Xudan, can dide can, Dilsoz e şehadeta Xwedê, Şehrezayî dide şaşan.
Qaydeyên Xudan rast in, şahiyê didin dilan, Emrê Xudan pak e, ronahiyê dide çavan.
Tirsa Xudan paqij e, her û her dimîne, Dadbariyên Xudan heq in, hemû jî rastî ne.
Bêriya wan tê kirin, ji zêr, ji gellek zêrê xas bêtir, Ew in ji hingiv, ji hingivê dawerivandî xweştir.
Evdê te bi wan tê hişyarkirin, Yên wan tînin cih, distînin perrûya mezintirîn.
Kî dikare şaşiyên xwe bibîne, Ji gunehên bi dizî tu min bibexşîne,
Bibexşîne evdê xwe ji gunehên bi zanîn, Nehêle ku li ser min bibin padîşah! Hingê ezê tekûz bibim, Ji serhildana mezin bêrî bim.
Gotina ku dertê ji devê min, Fikra ku diçe ji dilê min, Bila maqûl bê dîtin li pêş te, Ya Xudan tu yî zinar û rizgarkarê min!
Di roja teng de, bila Xudan bide bersîva te Bila navê Xwedayê Aqûb te bilind bike.
Bila ji dera pîroz ji te re bişîne alîkarî, Ji Siyonê ji te re bibe hêzdarî.
Bila hemû goriyan bibîr bîne, Goriyên şewitandî bipejirîne!
Bila bi dilê xwe bide te, Hemû şîretên te bi cih bîne!
Hingê emê, serketina te bi şahî pîroz kin, Bi navê Xwedê alên xwe rêz kin. Bila Xudan hemû daxwazên te bi cih bîne.
Niha ez hîn bûm, Xudan ji meshkiriyê xwe re rizgariyê tîne. Bi hêza destê xwe yê rastê, Ji ezmanên pîroz wî dibersivîne.
Hin bi erebên xwe yên şer, Hin bi hespên xwe pesnê xwe didin. Belê em navê Xudan Xwedayê xwe hildidin.
Ew xwar bûn, dikevin; Em rabûn, ripîrast in.
Ya Xudan, ji padîşah re rizgariyê bîne! Gava me bang kir, me bibersivîne!
Ya Xudan, bi hêza te şa dibe padîşah, Bi rizgarkirina te pirr dibe dilşa.
Ya ku dilê wî xwest te da wî, Qet ne dirixand daxwaza devê wî.
Bi qencî û bereketê tu hatî lêlima wî, Taca zêrîn a xas te da serê wî.
Ji te jiyan xwest, te da wî, Rojên dirêj, jiyek herheyî.
Bi rizgarkirina te, mezin e berziya wî, Te ew rapêça bi berzî û mezinahî.
Te her û her ew gellek pîroz kir, Bi rûyê xwe te ew kêfxweş kir.
Çimkî padîşah bi Xudan ewle ye, Bi heskirina Yê Herî Berz bêlepte ye.
Wê destê te bigihîje hemû dijminan, Destê te yê rastê, bigîhije ji te nefretkiran.
Gava ku tu hêrs bibî ya Xudan, Tê wan bikî wek firina dadayî; Bi xezeba xwe daqurtînî, Bi agir wan biqedînî.
Tê wan hilînî ji rûyê cîhan, Rakî dundana wan ji nav mirovan.
Wan li ber te xerabî niyet kirin, Xwestin bixapînin, Belê ew serkeftinê nabînin.
Çimkî tê wan şûn ve bişînî, Tîrên xwe li hember wan bitikînî.
Hêza xwe nîşan bide ya Xudan! Emê pesnê berziya te bidin, bi stran.
Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez berdam? Çima tu dûr î, Ji rizgarkirina min, ji nalînên gotina min?
Ey Xwedayê min, ez bi roj gazî te dikim, tu nadî bersîva min, Û bi şevan, nîne tu rihetiya min.
Herçî tu yî, tu pîroz î. Li ser textê pesindana Îsraêl î.
Bi te ewle bûn bav û kalên me. Xwe spartin te, te ew azad kirin.
Bi lavakirina te rizgar bûn, Bi te ewle bûn, şermî nebûn.
Ez ne mirov im, kurmê axê me. Milet min biçûk dibîne, rûreşê xelqê me.
Tinazan bi min dike kesê ku min dibîne, Dibişire, serê xwe dihejîne û dibêje:
«Xwe spartiye Xudan, ka bila wî azad ke, Madem Xudan jê hez dike, bila wî xelas ke!»
Tu yî, yê ku ez deranîm ji malzaroka dê, Te ez parastim li ber pêsîra dê.
Ji bûyinê ve ez hatime spartin li te, Hê ji malzarokê ve, Xwedayê min tu yî.
Ji min dûr nekeve, çimkî nêzik e tengahî Nîne kesê ku bike alîkarî.
Boxeyan dor pêçane li min, Boxeyên Başan ên hêç, dor girtine li min.
Wek şêrê ku bi humîn perçe dike nêçîra xwe, Vekirine li min devê xwe.
Ez hatim rêtin wek avê, Hemû hestiyên min derketin ji movikan, Dilê min wek şimayê, dihele di hundirê min de.
Wek perçê qafikê, ziwa bû hêza min, Zeliqî ziman, bi ezmanê devê min; Te ez danîm ser axa mirinê.
Dora min pêça kuçikan, Hawirdor girtin xeraban, Dest û lingên min qul kirin.
Dikarim bijmêrim hemû hestiyên xwe, Çavê xwe zoq kirine, li min dinêrin.
Li hev par dikin kincên min, Pişk davêjin li ser lîbasê min.
Belê tu ya Xudan, dûr nemîne; Ey hêza min, zû alîkariyê bi min bigîhîne!
Tu canê min ji şûr, Canê min ji pença kuçikê azad ke!
Tu min ji devê şêr xelas ke, Erê, te ji qiloçên boxê kûvî, Bersîva min da!
Ezê navê te ji birayên xwe re bêjim, Li nav civatê pesnê te bêjim.
Ey hûn, yên ji Xudan ditirsin, jê re şûkûr bikin! Ey hûn, hemû nîjada Aqûb, wî berz bikin! Ey hûn, hemû nîjada Îsraêl, jê bitirsin!
Çimkî wî, derdê yê ketî kêm nedît û dil jê neqeliqî, Berê xwe lê nezivart; Gava ku lê kir hawar, ew bihîst.
Di civata mezin de şikirkirina min ji te re ye, Li pêş yên ku ji te ditirsin, ezê sozên xwe bînim cih.
Wê yên feqîr bixwin û têr bibin, Yên li Xudan digerin wê pesnê wî bidin. Bila dilê me her û her bijî!
Wê çar aliyên dinê bibîr bîne û vegere Xudan, Û hemû milet wê li pêş te herin ser çokan.
Çimkî padîşahî ya Xudan e, Karê wî serweriya hemû miletan e.
Wê hemû dewlemendên dinê têr bibin, Û li ber wî herin ser çokan. Hemû yên ku diçin axê, Û yên ku nikarin ji mirina xwe re bibin asteng, Wê li pêş wî herin ser çokan.
Nifşên bê, wê ji wî re bikin evdî, Wê Xudan, ji nifşên pêş re bê gotin.
Ewê bên, Kirin û edaleta wî, Ji gelê ku hê çênebûye re bêjin.
Xudan şivanê min e, Çênabe kêmahiya min.
Min vedizelîne li ser mêrgên şîn, Li qeraxên avên aram, min dide meşîn.
Teze dike canê min, Bi saya navê xwe min di riyên rast de dide meşîn.
Ez di newala mirinê ya tarî re derbas bim jî, Natirsim ji xerabiyê. Çimkî tu bi min re yî, tu yî li ba min. Çoyê te, darê te rihetiyê dide min.
Li pêş dijminên min tu ji min re datînî sifrê, Û tu bi rûn dikî serê min, Difûre kasa min.
Wê di hemû jîna min de, Qencî û kerem li pey min bimeşe. Û ezê hergav di mala Xudan de rûnêm.
Dinya û hemû kesên ku tê de ne, Ruyê erdê û tijebûna wê, ya Xudan e.
Çimkî wî ava kir ew li ser deryayan, Da sekinandin li ser çeman.
Kî dikare derkeve çiyayê Xudan, Û raweste li cihê wî yê pîroz?
Ew zilamê ku destê wî paqij û dilê wî pak e, Dilê wî neketiye pey derewkarî, Û ne jî sond xwarî bi hîlekarî.
Ew ji Xudan pîroziyê, Ji Xwedayê rizgarkirina xwe mafdariyê distîne.
Yên weha ji wî nifşî ne ku li wî digerin, Ew gelê Aqûb in ku li riya Xudan digerin.
Ey derîno, serê xwe bilind kin! Vebin, ey deriyên kevin! Da ku Padîşahê berz têkeve hundir!
Ma kî ye ev Padîşahê berz? Ew Xudan e, hêzdar û pêkar Ew Xudan e, di şer de mêrxas.
Ey derîno, serê xwe rakin! Vebin ey deriyên kevin! Da ku Padîşahê berz têkeve hundir!
Ma kî ye ev Padîşahê berz? Ew e Xudanê artêşên ezman, Ew e Padîşahê berziyê.
Ya Xudan, ez bi canê xwe nêzikî te dibim,
Ey Xwedê, ez bi te ewle me, min nede şermê, Bila dijminên min nekenin bi min!
Hemû yên ku bi hêvî ne, wê şermî nebin; Yên ku bêsedem çavsorî dikin, wê bibînin şermê.
Ya Xudan, tu hînî min bike riyên xwe, Nîşanî min bide aliyên xwe.
Bi rastiya xwe rê nîşanî min bide, ji bo min bibe hîndar. Çimkî tu yî ji bo min Xwedayê rizgarkar. Hêviya min hergav tu yî.
Ya Xudan, heskirin û dilovaniya xwe bibîr bîne; Çimkî ew ji berê ve hene.
Gunehên min ên xortaniyê û serhildanên min bibîr neyne, Li gor kerema xwe, Ji bo qenciya xwe min bibîr bîne ya Xudan.
Rast û qenc e Xudan, Ji ber vê yekê rê nîşan dide li ber gunehkaran.
Di riya edaletê de, ew e ji bo nefsbiçûkan rêber, Ew riya xwe nîşanî wan dide her û her.
Ji bo yên ku peyman û şahidiya wî digirin, Hemû riyên Xudan kerem û rastî ne.
Ji bo navê xwe ya Xudan, Tu gunehê min bibexşîne, çimkî gellek mezin e.
Her kî ku bitirse ji Xudan, Ew hînî wî dike riyan.
Ewê bi firehî bijî ew însan, Nîjada wî mîras bistîne erdan.
Sira Xudan ji bo wan e ku ji wî ditirsin, Ew wan haydar dike ji peymana xwe.
Çavê min hergav li Xudan e, Çimkî ew lingê min dertîne ji toran.
Li halê min binêre, li min were rehmê; Çimkî ez bindest û bêkes im.
Zêde dibe tengahiya dilê min, Tu xelas ke min ji derdê min.
Binêre li ketin û êşên min, Bibexşîne hemû gunehan li min!
Li dijminên min binêre, ku çiqas pirr bûn, Bi çi awayî nefret dikin ji min.
Biparêze canê min, min azad ke! Min şermî neke, çimkî ez xwe dispêrim te.
Bila rastî û durustî min biparêze, Hêviya min hergav tu yî.
Ey Xudan, biparêze Îsraêlê, Ji hemû tengahiyan!
Min mafdar derîne ya Xudan, Çimkî ez di riya rast de meşiyam; Bê çivçivandin min baweriya xwe anî bi Xudan.
Min biceribîne ya Xudan, min îmtihan bike. Dilê min, fikrên min sihêtî bike.
Çimkî hezkirina te ye hergav li pêş çavê min, Dilsoziya te rêberî dike li min.
Rûneniştim ez li ba derewkaran, Û min neda pey durûyan.
Nefret dikim ez ji koma xeraban, Tu car nakevim nava fesadan.
Min bi bêsûcî şûştin destê xwe, Ezê bigerim li dora perestgeha te ya Xudan,
Heta ku ez bibîhîzim dengê te yê bi şûkran, Û herîqayên te bikim îlan.
Ez hez dikim ya Xudan ji mala te, Li dera ku rawestî berziya te.
Tu nestîne canê min bi gunehkaran, Û jiyana min bi xwînxwaran.
Yê wan, xerabî ye di destê wan, Destê wan ê rastê tije ye bi bertîlan.
Belê ez dijîm bi durustî, Min xelas ke, ber min bikeve tu jî.
Lingê min li dera rast e. Di civatê de ezê pesnê te bidim ya Xudan.
Ronahî û rizgariya min e Xudan, Ez natirsim ji tu kesan. Hêza jiyana min e Xudan, Bo çi ezê bitirsim ji hinan?
Xerabên ku hember û dijminên min in, Gava ku nêz bûn ji bo ku min bixwin, Ew bi xwe terpilîn û ketin.
Ordiyek li hember min kon deyne, Dilê min natirse, Derkeve şer li hember min Dîsa jî hunda nabe baweriya min.
Min tiştekî xwest ji Xudan, ez li wî geriyam: Temaşekirina bedewiya Xudan, Li perestgeha wî, ji bo ku ez ji wî re bibim heyran, Hemû rojên jiyana xwe li mala wî biborînim.
Çimkî di roja şer de ewê min veşêre li holika xwe, Wê bi nixamtina konê xwe min veşêre, Û min bilind bike li ser zinar.
Hingê wê li hember dijminên dora min, Bilind bibe serê min, Û ezê bi şahî qurbanan li konê wî pêşkiş bikim, Bi stranan, bi îlahiyan pesnê Xudan bidim.
Bibihîze ya Xudan, ez bi dengê xwe li te dikim bang, Ber min bikeve, min bibersivîne!
Ya Xudan, te got, «Li rûyê min bigerin» Dilê min ji te re got, «Ez li rûyê te digerim.»
Veneşêre rûyê xwe ji min, Bi hêrs berî xulamê xwe nede! Tu ji min re bûyî alîkar, Min nehêle, min bernede, Ey Xwedayê min ê xelaskar!
Dê û bavê min dev ji min berdin jî, Wê Xudan li min xwedî derkeve.
Ya Xudan, riya xwe hînî min bike. Li hember dijminên min, Di riya rast de bibe rêber ji bo min.
Min ji kêfa dijminên min re nehêle, Çimkî şahidên derewkar û zordar, Li ber min rabûn.
Ez bawer im ku ezê li diyarê jîndaran, Bibînim qenciya Xudan.
Li benda Xudan be, Hêzdar û bizirav be; Erê li benda Xudan be!
Ya Xudan, ez gazî te dikim, Ey zinarê min, tu negire gohê xwe li min; Eger tu gohê xwe nedî min, Ezê bibim wek wanên ku dişeqitin gorê.
Gava ku min li te kir hawar, Destên xwe vekir li pêş perestgeha te ya pîroz, Bibihîze dengê hawara min.
Min bi xerab û fesadîkiran re, Neke eynî mêzînê. Ew ji cîranên xwe re aştî dibêjin, Belê di dilê wan de xerabî heye.
Li gor kirinên wan, li gor karên wan ên xerab bide wan; Li gor karên destê wan, ya ku heq kirine tu bide wan.
Madem ku ew bala xwe nadin karên destê wî, Û nahesibînin kirinên Xudan, Ewê hilweşîne, ava neke wan.
Pîroz be Xudan, Çimkî wî bihîst dengê hawara min.
Hêz û mertalê min e Xudan, Dilê min bi wî ewle, bi wî alîkarî dît. Bi şabûna dilê xwe, Spas dikim jê re bi îlahiyan.
Xudan, hêza gelê xwe ye, Kela rizgariya mesîhê xwe ye.
Gelê xwe rizgar ke, mîrasa xwe pîroz ke; Şivantiyê bike li wan û hergav hilgire wan!
Ey hebûnên ezmanî, Pesnê hêz û berziya Xudan bidin,
Pesnê mezinahiya navê Xudan bidin. Di rewneqiya wî ya pîroz de, li ber Xwedê herin ser çokan.
Dengê Xudan li ser avan e, Xwedayê berziyê digurme, Xudan li ser gellek avan e.
Dengê Xudan hêzdar e, Dengê Xudan haşmetkar e.
Dengê Xudan darên sedîr dişikêne, Sedirên Lubnanê dike par bi par.
Û ew Lubnanê wek golik, Çiyayê Sîrîonê wek mozikê boxê kuvî hildavêje.
Dengê Xudan wek brûskê davêje,
Dengê Xudan çolê dihejîne, Xudan çola Qadeşê dihejîne.
Dengê Xudan xezalan dide zayin, Pelên daristanan diweşîne. Li perestgeha wî herkes «Berzî» diqîre.
Xudan li ser tofanê li textê xwe rûnişt, Ewê her û her padîşah bimîne.
Xudan hêz dide gelê xwe, Gelê xwe bi aştî pîroz dike!
Ez te bilind dikim ya Xudan, Çimkî te ez xelas kirim, Te dijminên min bi min neda şakirin.
Ya Xudan Xwedayê min, Min li te kir hawar, te şîfa da min.
Ya Xudan, te canê min derxist ji diyarê miriyan, Da ku ez nekevim gorê te da min jiyan.
Ey hûn dilsozên Xudan, pesnê wî bidin bi îlahiyan, Ji bîranîna navê wî yê pîroz re şikir bikin.
Çimkî ji bo gavakê ye hêrsa wî, Her û her e kerema wî; Belkî bi şev girîn e, Belê serê sibê şên û şahî ne.
Min di firehiyê de got, «Ezê tu caran nehejim!»
Bi kerema xwe ya Xudan, Te ez bêleq kirim wek çiyan; Gava te rûyê xwe nixamt, Ez ketim tirs û sawan.
Ya Xudan ez gazî te dikim, Ji te dikim lava:
«Eger dakevim gorê, Bi kêrî çi tê xwîna min? Ma ax ji bo te dibe spasdar, Ji bo dilisoziya te dibe agahkar?
Bibihîze ya Xudan, li min were rehmê; Ya Xudan ji min re bibe alîkar!»
Te şîna min ji bo min kir dîlan, Şêla min deranî, ez bi şahî rapêçam.
Da ku, dilê min bi îlahiyan pesnê te bide, nesekine! Ya Xudan Xwedayê min, ezê her û her ji te re bibim spasdar.
Ya Xudan, ez xwe disipêrim te. Tu min nede şermê tu caran! Bi dadperiya xwe azad ke min!
Goh bide min, Zû bigihîje, xelas ke min; Ji bo min bibe birceke hêzdar, Ji bo xelaskirina min bibe mal û star!
Çimkî tu yî zinar û keleha min, Ji bo xatirê navê xwe, Pêşengiyê bike, bibe rêber ji bo min.
Ji dahfika ku ji bo min kolane, min dûr bigire, Çimkî tu yî keleha min.
Ez ruhê xwe bi destê te ve berdidim, Ya Xudan, Xwedayê rastiyê, te ez rizgar kirim.
Ez ji yên ku xwe dispêrin pûtên derewîn nefret dikim, Belê xwe dispêrim Xudan.
Bi kerema te ezê şa û dilgeş bim, Çimkî tu halê min ê ketî dibînî, Bi tengahiyên ku ez tê de me dizanî,
Te ez nekirim destê dijmin, Te fireh kir ciyê lingê min.
Li min were rehmê ya Xudan, çimkî ez dikişînim tengahiyan, Çavê min, canê min, dilê min hişk dibe ji kederan.
Jiyana min bi êşê dibore, Bi axîn derbas dibin salên min, Ji ber gunehan qels dibe hêza min, Û hişk dibin hestiyên min.
Ji ber dijminên xwe, Ez rûreş bûm li pêş cîranên xwe. Li ber nasên xwe ez bûm tirsdar; Yên ez li derve dîtim ji ber min kirin firar.
Wek miriyekî ji dil dûr, hatim jibîrkirin, Û bûm mîna derdaneke şikestî.
Min pistepista gellekan bihîst, Ji her alî ve tirs, Li hember min bûn yek, Ji bo sitandina canê min çêkirin dolap û dek.
Belê ez bi te ewledar bûm ya Xudan, Ez dibêjim, «Xwedayê min tu yî.»
Jiyana min bi te ye, Xelas ke min ji destê dijminan, Û yên ku bi pey min ketine.
Bila rûyê te ronahî bide evdê te, Bi kerema xwe min azad ke!
Min nede şermê ya Xudan, çimkî banga min li te ye; Bila xerab şerm bikin, li diyarê miriyan dengê wan bê birrîn.
Ew lêvên derewîn bila bên girtin; Ew ku, bi quretî û bi neheqî Li hember yê rast, Bi bêarî dipeyivin.
Çi mezin e qenciya te ya Xudan, Tu wê vedişêrî ji bo yên ku ji te ditirsin, Li pêş çavê her kesî, Li yên ku xwe dispêrin te, tu dikî qenciyan.
Li hember fenên mirovan, Bi aştiya xwe ya parastinê, tu wan dinixêmî; Li hember zimandirêjiyan, Tu wan vedişêrî li holikê.
Pesin ji Xudan re, Çimkî li bajarê dor lê pêçayî, Kerema xwe ya rewnaq nîşanî min da.
Min di nav lezûbeza xwe de gotibû, «Ez ji dîwana te hatim avêtin!» Belê bi gazîkirina te ya alîkariyê, Te hawara min bihîst.
Ji Xudan hez bikin, ey hûn evdên wî yên dilsoz! Xudan yên dilsoz diparêze, Bi zêdebarî ji heqê pozbilindan tê der.
Ey hûn yên ku hêviya xwe girêdane bi Xudan, Hêzdar û bizirav bin!
Xwezî bi wî ku serhildana wî hatiye bexişandin, Gunehê wî hatiye nixamtin!
Xwezî bi wî ku Xwedê jê re guneh nenivîsandiye, Di ruhê wî de hîle nîye!
Heta ku min sûcê xwe li xwe dananî, Tevahiya rojê ji nalînê, Hestiyên min heliyan.
Çimkî şev û roj, Destê te li ser min giran bû. Derman di çokê min de nema, wek ziwahiya havînê.
Min ji te re diyar kir gunehê xwe, Min nenuxamt sûcê xwe. Min ji Xudan re got, «Ezê serhildanên xwe bêjim.» Te bexişand sûc û gunehên min.
Loma bila her evdê te yê dilsoz Gava ku hewcedar e bi dua ji te bixwazin. Da ku negihîje wan rabûna avên mezin.
Tu yî stara min, Tu min diparêzî ji tengahiyan, Bi îlahiyên rizgariyê dipêçî dora min.
Ezê te perwerde bikim, riya ku diçîyê hînî te bikim, Şîret li te bikim, Çavê min li ser te ye.
Bêfêm nebin wek hesp û hêstiran; Lixab û hevsar lazim e ji bo girtina wan, Yan na, ew nêzik nabin mirovan.
Gellek e kedera xeraban, Belê hezkirin dipêçe, dora yên ku xwe dispêrin Xudan.
Ey rastno, bi Xudan şa bin, dilşa bin; Ey dilpakno, Hemû bi şahî biqîrîn!
Ey rastno, bi Xudan şa bin! Şikirkirin bi rastan dikeve.
Çengê lêxin spasî bidin Xudan, Bi santûra deh têl jê re bêjin îlahiyan.
Ji wî re îlahiyek nû bêjin, Bi dengekî bilind û xweş bêjin.
Çimkî ripîrast e gotina Xudan, Bi dilsozî dike ew her karan.
Ji rastî û edaletê hez dike, Heskirina wî dinê tije dike.
Ezman bi peyva Xudan, Roj û heyv û stêr, bi hilma wî hatin afiran.
Ew avên deryayê li hev dicivîne, Avên kûr di sarincan de bi ser hev tîne.
Bila bitirse hemû erd ji Xudan, Hurmetê jê re nîşan bide herkesê li tevahiya cîhan.
Çimkî wî got û her tişt çêbû; Wî ferman kir her tişt xuya bû.
Xudan xera dike şêwra miletan, Vala dertîne fikrên gelan.
Şêwra Xudan her û her e, Fikra dilê wî, di dema tu nifşî de naguhere.
Xwezî bi wî miletî ku Xwedayê wî Xudan e, Ew gel ku wî wek mîras hilane!
Ji ezmanan dinihêre Xudan, Ew dibîne hemû mirovan.
Ji dera runiştî, Dinihêre li hemû yên li ser erdê rûniştî.
Ew e yê ku dilê her kesî afirand, Ew fêm dike hemû karên mirovan.
Padîşahê ku bi pirrbûna leşkerên xwe xelas dibe tune, Mêrxasê ku bi pirrbûna hêza xwe xelas bûne li kune?
Ji bo xelasiyê hesp tiştek vala ye, Bi hêza xwe ya mezin ne xelasiya tu kesa ye.
Belê çavê Xudan li ser wan e ku ji wî ditirsin, Li ser wan e ku hêviya xwe bi kerema wî ve girê didin;
Heta ku, ew xelas dike canê wan ji mirinê, Wan dide jiyîn dema xela û tunebûnê.
Li benda Xudan e canê me, Ew e alîkar û mertalê me.
Çimkî bi wî şa ye dilê me, Bi navê wî yê pîroz e ewlehiya me.
Me hêviya xwe bi te ve girêda ye, ya Xudan, Bila kerema te be li ser me hemûyan!
Ezê hergav, şikir bikim ji bo Xudan, Pesnê wî ji devê xwe dernexim tu caran.
Ez bi Xudan didim pesnê xwe, Bindest dibihîzin, distînin şahiya xwe!
Bi min re mezinahiya Xudan bidin bihîstin, Em bi hev re navê wî bilind kin.
Ez li Xudan geriyam wî bersîv da min, Wî ez azad kirim, ji hemû tirsên min.
Yên ku li wî dinêrin, dibiriqe ser çavê wan, Ji şerman sor nabe rûyê wan.
Vî bindestî kir hawar, bihîst wî Xudan, Wî ew xelas kir ji hemû tengahiyan.
Dora yên ku jê ditirsin, dipêçe milyaketê Xudan, Û xelas dike wan.
Tam bikin û bibînin, çi qenc e Xudan. Xwezî bi wî zilamî ku xwe spartiye Xudan!
Ji Xudan bitirsin, ey hûn pîrozên wî, Çimkî kêmahiya wî çênabe, yê ku ditirse ji wî.
Birçî û muhtac dibin, şêrên ciwan, Belê tu qencî, ji yên ku li Xudan digerin nayê dirixan.
Werin ey zarokno, goh bidin min ji can, Ezê hînî we bikim tirsa Xudan.
Kî dixwaze ji jînê kêf bistîne, Rojên xweş û dirêj bibîne?
Zimanê xwe ji xerabiyê, Lêva xwe bigire ji hîlekariyê.
Ji xerabiyê bireve, qenciyê bike, Li aştiyê bigere, li pey wê here.
Çavê Xudan li ser rastan e, Gohên wî vekirî li hawara wan e.
Ruyê Xwedê li hember xerabîkaran e, Da ku navê wan ji dinê hilîne.
Feryada rastan, dibihîze Xudan, Wan azad dike ji hemû tengahiyan.
Nêzikî dilşikestiyan e Xudan, Ruhê wî rizgar dike bindestan.
Pirr gellek in derdê rastan, Belê Xudan wan xelas dike ji hemûyan.
Digre ew hemû hestiyên wan, Nahêle ku yek bişikê ji wan.
Xerabî, yê xerab dukuje, Yê ku ji yê rast nefret dike, tê dadbarkirin.
Ji bo evdên xwe xilaskar e Xudan, Yên ku xwe dispêrin wî, nastînin tu cezayan.
Ya Xudan, yên ku bela xwe di min didin tu bide bela wan. Yên ku bi min re şer dikin tu bike şerê wan!
Tu hilde mertalê biçûk û mertalê mezin, Rabe were alîkariya min!
Rahêje rim û misasa xwe, pêşî li yên ku dane pey min bibire, Ji canê min re bêje, «Ezê te xelas kim!»
Yên ku li kuştina min digerin, bila rezîl û riswa bibin! Yên ku li xerabiya min digerin, bila bi şermî şûn ve vegerin!
Bila bibin wek hurikê kayê yê li ber bayê, Milyaketê Xudan bi pey wan bikeve!
Bila tarî û şematok be riya wan, Milyaketê Xudan bide pey wan!
Çimkî, bêsedem wan di çalê de li pêş min dafik danî, Bêsedem wan, ji bo canê min çalik kolan,
Bila bê haypêketina wan, felaket bê serê wan, Tora ku veşartine, bibe sedemê girtina wan, Û bîne felaketa wan.
Hingê ezê bi Xudan şa bim, Bi xelaskirina wî bibînim şahî.
Bi hemû dilê xwe weha bêjim: «Ma kesî wek te heye ya Xudan, Te xelas kir bindest ji destê zordaran, Bindest û hejar ji şêlînkaran?»
Şahidên derewîn radibin, Ya ku ez nizanim ji min dipirsin.
Di ber qenciya min de, dikin xerabî, Da ku canê min bêhêvî bihêlin.
Min ku di nexweşîna wan de şêl li xwe dikir, Bi rojîgirtinê xwe diêşand, Û hergav dua dikir.
Li hember wan ez dost bûm, min ew bira didîtin, Wek yê ku ji bo diya xwe şînê digire, Bi şînê ez piştxûz bûm.
Belê bi terpilîna min, kêfxweş bûn û li hev civiyan, Bêyî ku ez bizanibim, yên nizim li hember min civiyan, Bê rawest buxtanan avêtin ser min.
Wek qeşmerên qirêjî yên ziyafetan, Wan diran li min qirqiçand.
Tê heta kîngê li vê yekê temaşe kî ya Xudan? Xelas ke canê min ji êrîşan, Jiyana min ji destê şêrên ciwan!
Di civîna mezin de ezê şikir bikim ji bo te, Li pêş hemûyan bidim pesnê te.
Bila şa nebin yên ku bêsedem bûne dijminên min, Yên ku bêsedem ji min nefret dikin, Bila ji hev re çav nekin.
Çimkî ew nabêjin gotina aştiyê, Li hember yên ku rihet sekinî ne dikin hîlebaziyê.
Li hember min devê xwe fireh vekirin: «Ox! Ox!» dibêjin, «Li wî binêrin!»
Ya ku çêbû, te dît ya Xudan, bêdeng nemîne, Ya Reb tu ji min dûr nemîne!
Ya Xwedayê min, ya Rebê min, Dest rake, hişyar be ji bo maf û doza min!
Li gor edaleta xwe tu min mafdar derîne, ya Xudan Xwedayê min, Bila kes şa nebe bi halê min!
Bila di dilê xwe de nebêjin: «Ox! Ev bû daxwaza me!» Li pey min nebêjin: «Me serê wî xwar!»
Bila şerm bikin yên ku şa dibin bi rewşa min a xerab, Ruyê wan sor bibe; Yên ku li ber min pozbilindiyê dikin, Rezîl û şermî bibin.
Yên ku diparêzin doza min a mafdar, Bila şa bin, dilşa bin; Û bila hergav bêjin: «Xudanê ku ji aştiya evdê xwe xweş e, mezin e!»
Wê zimanê min edaleta te bêje, Tevahiya rojê pesnê te bide.
Serhildana yê xerab ji kurahiya dilê wî ye, Tirsa Xwedê, Li ber çavê wî niye.
Ew di çavê xwe de xwe mezin dibîne, Ji sûcê xwe nefret nake, nabîne.
Hîle û derew li ser devê wî ye, Biaqilbûn, qencîkirin ne para wî ye.
Li nav nivînên xwe ew difikire derew, Li ser riya ku qencî jê nayê dimîne, nefret nake ji derew.
Ya Xudan, kerema te ye li ezman, Dilsoziya te gihîşt ezman.
Wek çiyayên mezin e edaleta te, Çiqas kûr e dadbariya te. Ya Xudan, tu rizgar dikî mirov û heywanan.
Çi hêja ye kerema te, ya Xwedê! Xwe dispêrin bin siya bazkên te kurên mirovan.
Bi rûnê mala te têra xwe têr dibin, Ji çemên zewqa xwe tu bi wan didî vexwarin.
Çimkî, kaniya jiyanê ji te ye, Ronahiya te ronahiya me ye.
Kerema xwe bide, Yên ku bi te dizanin, Edaleta xwe bide yên ku dilpak in.
Bila negihîje min lingê pozbilindan, Berî min nede bi destê xeraban.
Yên ku xerabî kirin li wê derê ketin, Hilweşiyan, êdî ew ranabin.
Ber wan nekeve, yên ku dikin xerabî, Ne jî biheside, yên ku dikin fesadî!
Çimkî ewê wek giya zû bên çinîn, Û wek sebza şîn biçilmisin.
Tu xwe bispêre Xudan, bike qencî, Li welat rûnê, xwedî bibe bi ewlehî.
Ji Xudan lezetê bistîne, Ewê daxwazên dilê te bi cih bîne.
Riya xwe ji wî re bihêle xwe bispêre Xudan, Ewê bîne cih hemû pêwistiyan.
Ewê rastdariya te wek ronahiyê, Heqê te, wek roja dana derîne.
Li pêş Xudan bêdeng be, bi aramî raweste; Hêrs nebe li wan ku di riya xwe de bikêr in, Ber yê hîlekar nekeve.
Ji hêrsê bireve, dev ji xezebê berde. Ber nekeve, tenê ew te dibe xerabiyê.
Çimkî wê xerab bên birrîn û avêtin Belê hêvîdarên Xudan, welat mîras distînin.
Di nêz de wê dawiya yê xerab bê, Tu bigerî jî, wê neyê dîtin ciyê wî.
Wê nefsbiçûk mîras bistînin welat, Ji zêdehiya aştiyê bibînin lezet.
Yê xerab li ber yê rast kozikan datîne, Diranê xwe jê re diqirçîne.
Belê Reb bi yê xerab dikene, Çimkî dibîne ku roja wî tê.
Şûrên xwe kişandin, tîrên xwe tikandin xeraban, Da ku li erdê xin bindest û hejaran, Bikujin yên ku li ser riya rast in.
Wê şûrê wan têkeve dilê wan, Bê şikandin kevanê wan.
Piçek hebûna rastan, Çêtir e ji serweta xeraban.
Çimkî wê bê şikandin zendên xeraban, Wê Xudan bilind bike rastan.
Xudan bi rojên gihîştiyan dizane, Her û herî jî, mîrasa wan e.
Di roja xerab de wê şermî nebin, Di xelayê de wê têr bibin.
Belê wê xerab tune bibin; Dijminên Xudan, wê biçilmisin wek kulîlkên çolan, Wê telef bibin wek mijan.
Yê xerab bi deyn distîne, venagerîne; Yê rast bi comerdî dide.
Yên ku Xudan pîroz kirine, wê welat mîras bistînin. Yên ku wî ew nalet kirine, wê ji navê bên hilanîn.
Xudan, bi mirov dide avêtin gavan, Eger ew razî be ji riya wan.
Bikeve jî dirêj nabe ew li erdan, Çimkî bi destê wî digire Xudan.
Ciwan bûm, niha ez pîr im, Min nedît ku yê rast hat berdan, An dûndana wî pars kir, ji bo nan.
Ew tev bi comerdî deyn dide. Dûndana wî pîroz dibe.
Ji xerabiyê bireve, qenciyê bike; Tê her û her bimînî.
Çimkî ji rastiyê hez dike Xudan, Bernade ew evdên xwe, wan dilsozan. Ew wan diparêze her û her, Dûndana xeraban tê birrîn.
Yên rast welat mîras distînin, Her û her li wê derê rûdinin.
Ji devê yê rast şehrezayî dertê, Zimanê wî ya rast dibê.
Şerîeta Xwedê di dilê wî de ye, Naşemitin gavên wî.
Xerab li pey yê rast dinêre, Ew li kuştina wî digere.
Belê Xudan wî nade destê yê xerab, Di dîwankirinê de nade cezakirin.
Li hêviya Xudan be, riya wî bipê. Wê te bilind bike, da ku tu mîras bistînî welat, Tê bibînî, ka çawa koka xeraban hat.
Min zilamê xerab û bêrehm dît, Wek dara ku li ciyê xwe şîn bûye, Şax û gulî dabû;
Belê derbas bû, êdî tune bû, Ez lê geriyam nehat dîtin, çûbû.
Çavê xwe bide zilamê gihîştî, li wî binêre, Çimkî pêşeroj ya aştîhezan e.
Wê bi hev re tune bibin serhildêr, Û pêşeroja xeraban bê birrîn.
Xelasiya rastan tê ji Xudan, Ew birca wan e dema tengahiyan.
Xudan ji wan re dibe alîkar, rizgariya wan tîne, Ji destê xeraban xelas dike, azadiya wan tîne, Çimkî wan xwe li wî spartine.
Bi hêrsa xwe li min nehilê ya Xudan, Bi xezeba xwe min perwerde neke!
Tîrên te li min ketin, Û destê te bi giranî li ser min.
Ji ber xezabe te, nema sihet di bedena min, Ji ber gunehê min, nema rihetî di hestiyê min.
Çimkî gunehên min, zêde bûn ji serê min, Wek barekî giran, giran bûn li ser pişta min.
Ji ber bêaqiliya min, Birînên min bi kul û kêm in.
Ez xwar û piştxuz bûm, Tevê rojê digerim şîndar.
Çimkî ez dişewitim ji ber agir, Vê jî siheta bedena min bir.
Nema taqeta min, ez pirr pelçiqîm. Nalînên min, ji ber êşa dilê min.
Ya Xudan, tu dizanî bi hemû daxwaza min, Ji te ne veşartî ne, nalînên min.
Dilê min lêdixe, hêza min kêm dibe, Ronahiya çavan nema li ba min.
Dost û hezkirên min, direvin ji birîna min, Bi ser min nakevin merivên min.
Yên li kuştina min digerin, danîn li ber min kozik, Yên li xesara min digerin, gotinên xerab dibêjin. Şeveroj hîle difikirin.
Belê ez wek kerrekî nabihîzim, Wek bêzimanekî devê xwe venakim;
Wek yekî ku nabihîze, Û di dev de bersîva wî tune.
Çimkî hêviya min tu yî, ya Xudan, Tê bidî bersîva min, ya Reb Xwedayê min!
Çimkî min got, «Bila bi halê min nebin kêfxweş, Pozbilindiyê nekin bi şemitîna lingê min!»
Ez dikim bikevim, Êşê daye dilê min.
Ez bi devê xwe dibêjim sûcê xwe, Bi keder im ji ber gunehê xwe.
Belê dijminên min bi hêz û li ser xwe ne, Yên ku bi neheqî ji min nefret dikin zêde ne.
Yên ku li hember qenciyê dikin xerabî, ji bo min bûne dijmin, Ji ber ku ez li gor qenciyê dikim.
Tu min bernede, ya Xudan! Ey Xwedayê min, dûr nemîne ji min!
Bazde alîkariya min, Ya Xudan, tu yî rizgariya min.
Min got, «Ezê li riyên xwe miqate bim, Bi zimanê xwe guneh nekim; Heta li pêş min be zilamê xerab, Ezê devê xwe girêdim, nedim cewab.»
Min devê xwe girt û ez hiş bûm, Ji bo qenciyê jî min bêdengî bijart. Êşa min çîk da,
Dilê min di hundurê min de keliya, Ji kûr fikirînê, agir û pêt da, Min bi zimanê xwe got:
«Dawiya min ji min re bêje ya Xudan, Rojên min ên jimartî; Ka ez bizanibim, ji bo min çiqas kurt e jiyan!
Te jînek bi qasî bihuştê da min, Tişt nîne, li pêş te jîna min. Heta her kesê hêzdar, Tenê hilmek e.
«Wek siyekê digere însan, Beredayî dixebite, Mal dide ser hev, nizane ku wê ji kî re bimîne.
«Û niha ya Reb, ez li benda çi me? Hêviya min tu yî.
Tu azad ke min, ji hemû serhildanên min, Min riswa neke li pêş ahmeqan.
Ez hiş bûm, min girt devê xwe; Çimkî te ev kir.
Dûr bike ji min lêdana xwe, Sîla te ez telef kirim.
Ji ber gunehê wan, Tu ceza dikî mirovan, Wek bizûzê diqedînî, ya ku ezîz e li ber dilê wan. Ya rast, herkes tenê hilmek e.
«Dua min bibihîze ya Xudan, Goh bide feryada min, Bêdeng nemîne li hêstirên çavê min! Çimkî ez xerîb im li ba te, Wek bav û kalên xwe, mêvan im li ber te.
Tu çavên xwe ji ser min bide alî, Da ku ez bextiyar bibim, beriya çûna wî alî!»
Ez bi sebir li benda Xudan mam; Bi ser min ve xwar bû, bihîst feryada min.
Ji çala mirinê, Ji ritama heriyê ez deranîm, Lingê min li ser zinar da rawestan, Gavên min şidand.
Wî stranek nû kir devê min, Ji bo Xwedayê me îlahiyek pesindanê da min. Wê gellek bibînin û bitirsin, Û bi Xudan ewle bin.
Xwezî bi wî ku ewle ye bi Xudan, Rû nade pozbilind û derewkaran.
Ya Xudan, Xwedayê min, Karên te yên zor ciwan, çiqas pirr in fikrên te ji bo mirovan; Tu kes nîne mîna te, Ez bidim bihîstin, bixwazim bêjim, Nayê dawiya wan.
Tu kêf nastînî ji qurban û pêşkişkirinê, Belê min gohên xwe vekirin. Tu qurbana şewatê û ya guneh jî naxwazî.
Hingê min got: «Va ye ez têm; Di tomara kitêbê de li ser min hatiye nivîsîn.
Ez zewqê ji bicihanîna daxwaza te distînim, ey Xwedayê min, Di kûrahiya dilê min de ye şerîeta te.»
Min di civîna mezin de mizgîna rastiyê da, Ezê devê xwe negirim, Ya Xudan tu dizanî bi min!
Min edaleta te di dilê xwe de veneşart, Min ji dilsozî û rizgariya te got, Min kerem û rastiya te ji cîvînên mezin veneşart.
Ya Xudan, ji min nedirixîne dilovaniya xwe! Bila min biparêze hergav, kerem û rastiya te!
Bêhed belayan, girt der û dora min, Gunehan ez girtim, nema hêza nihartina min; Hê zêdetir in ji porê serê min, Û ez terikandim dilê min.
Razî be ya Xudan, bi azadkirina min! Ya Xudan, bazde alîkariya min.
Yên ku li kuştina min digerin, Bila şerm bikin, rûreş dagerin, Yên ku şa dibin bi halê min ê xerab, Bila riswa bibin, paş ve vegerin!
Yên ku ji bo min, «Ox! Ox!» dibêjin, Bila ji şermbûna xwe şaş bibin!
Yên ku li te digerin, Bila bi te rihet û şa bin! Yên ji rizgarkirina te hez dikin, Bila hergav bêjin, «Xudan mezin e!»
Ez ku bindest û hejar im, Tu min bifikire ya Xudan! Tu yî alîkar û xelaskarê min, Dereng nemîne, ey Xwedayê min.
Xwezî bi wî, ku xwedî dertê li hejaran! Di roja xerab de, wî xelas dike Xudan.
Xudan wî digire, dide wî jiyan, Li welat wî dilgeş dike, Wî nade destê dijminan.
Di dema bêtaqetiyê de, Xudan ji bo wî dibe destek, Di nexweşînê de ji bo wî tîne sihet.
Min got, «Li min were rehmê ya Xudan! Şîfa bide min, çimkî min li pêş te kir gunehan!»
Dijminên min, bi xerabî dipeyivin li hember min, Dibêjin «Wê kîngê bimire û navê wî rabe.»
Çaxê tên dîtina min, gotinên vala dikin, Bi dilê xwe fesadiyê dicivînin, Bi derketina derve re, wê li hember min dixebitînin.
Hemû yên ku nefret dikin ji min, Dibe piste pista wan li dijberî min. Xerabiyê difikirin ji bo min.
Dibêjin, «Va ye belak xerab hat serê wî, Ew raza û hew radibe êdî.»
Yê ku nanê min xwar, dostê min ê nêzik û ewledar, Bêbextî li min kir.
Belê tu ya Xudan, li min were rehmê, min rake. Da ku ez ji heqê wan werim der.
Gava ku dijminê min, pesnê xwe nede li hember min, Hingê ezê bizanibim ku tu hez dikî ji min.
Ji ber durustiya min, tu dibî alîkarê min, Tu hergav min digrî li huzûra xwe.
Xwedayê Îsraêlê, Xudan, Ji destpêkê heta bi hetayê pîroz be! Amîn û amîn!
Wek bêrîkirina xezalê ya ava newalan, Canê min jî wisa bêriya te dike, ey Xwedê!
Canê min ji Xwedê re, ji Xwedayê jîndar re tî bûye; Ezê kîngê vegerim û li pêş Xwedê bêm dîtin?
Ji bo ku her roj ji min re gotin «Xwedayê te li ku ye?» Bi şev û bi roj hêstirên çavê min, bûn xwarina min.
Gava ku tê bîra min, dilê min dike kizirîn, Çawa ez bi civatê re dimeşîm, Bi şahî û dengê spasî, Bi qelebalixa ku dike ceng, Bi wan re heta mala Xwedê dimeşîm.
Tu çima xemgîn î ey canê min, Bo çi dinale hundirê min? Hêviya xwe bi Xwedê ve girêde, Ezê dîsa jê re spas bikim; Çimkî ew e rizgarkar û Xwedayê min.
Dilê min xemgîn e, Ji ber vê yekê, ji diyarê Erdenê, Ji çiyayên Hermonê, ji Çiyayê Mîtsarê, Loma, te bibîr tîne.
Kûrahî deng li kûrahiyê dike, bi gurmîna leylanên te, Di ser min re derbas bûn, hemû pêl û avên te.
Bi roj, Xwedê kerema xwe nîşan dide, Bi şev lavijan dibêjim, dua dikim, Ji Xwedayê jiyana xwe re.
Ez ji zinarê xwe, ji Xwedayê xwe re dibêjim: «Te çima ez jibîr kirim? Çima ezê di bin zora dijmin de, Şîndar bigerim?»
Tevahiya rojê çaxê ku dijminên min, bela xwe di min didin, Ji min re dibêjin: «Ka li ku ye Xwedayê te?» Li zora min diçe, wek ku bipelçiqînin hestiyên min.
Tu çima xemgîn î ey canê min, Bo çi dinale hundirê min? Hêviya xwe bi Xwedê ve girêde, Ezê dîsa jê re spas bikim; Çimkî ew e rizgarkar û Xwedayê min.
Li doza min binêre ey Xwedê, Min biparêze li hember bêwefayan, Azad ke, ji hîlekar û neheqan.
Çimkî tu Xwedayê min, tu stara min î; Te çima ez avêtim? Çima ezê di bin zora dijminên xwe de, Şîndar bigerim?
Tu ronahiya xwe, rastiya xwe bişîne, Bila ji min re bibe rêber, Min bibin çiyayê te yê pîroz û warê te.
Hingê ezê herim gorîgeha Xwedê, Bi şahî biçim ba kaniya dilgeşiya xwe Xwedê, Û ji te re ey Xwedê, Xwedayê min, Bi çengê spas bikim.
Tu çima xemgîn î ey canê min, Bo çi dinalî hundirê min? Hêviya xwe bi Xwedê ve girêde, Çimkî ezê dîsa jê re spas bikim; Ew e rizgarkar û Xwedayê min.
Ey Xwedê, me bi gohên xwe bihîst, Bav û kalên me ji me re gotin, Ka te çi kiriye di rojên wan de, di dema borî de.
Te bi destê xwe berda miletan, Û ew bi cih kirin li şûna wan; Te şikand miletan, Belê firehî anî ji bo wan.
Wan welat bi şûr nestand, Wan xwe rizgar nekir bi baz û bendan. Belê ev, bi destê te yê rastê û bi milê te, bi dîdara ronahiya te çêbû; Çimkî te ji wan hez kir.
Ey Xwedê, tu yî padîşahê min, Emir bike, rizgarbûna Aqûb!
Bi saya te emê belav bikin dijminên xwe, Bi navê te emê bipelçiqînin hemberên xwe.
Çimkî ez ne bawer im bi kevanê xwe, Şûrê min jî min rizgar nake;
Lê te em xelas kirin ji dijminên me, Şermî kir, yên ku nefret dikin ji me.
Her roj em pesnê Xwedê didin, Ji navê te re her û her spas dikin.
Lê niha te em berdan, em riswa kirin, Bi ordiyên me re, tu naçî şer.
Li hember dijmin te em şûn ve şandin, Yên ku ji me nefret dikin, em şêlandin.
Te em kirin wek miya ku tê şerjêkirin, Û te em li nav miletan belav kirin.
Te pirr erzan firot gelê xwe, Û bi buhayê wan kar nekir.
Te em kirin rûreşên cîranan, Tinaz û pêkeniya, yên der û dora me.
Te em kirin zimanê miletan, Xelq dikenin bi halê me tevan.
Rezaleta min, tevê rojê li ber çavan, Ji şerman ez ketime bin erdan.
Yê ku li min neheqiyê dike û dide çêran, Dijminê ku li heyfê digere, rawestî li hember min.
Ev hemû hatin serê me, Dîsa jî me te jibîr nekir, Bi peymana te re bêbextî nekir,
Şûn ve nezivirî dilê me, Ji riya te derneketin gavên me.
Belê te em, li warê kûzeyan pelçiqandin, Bi tarîstanê, ser me da nixamtin.
Eger me ji bîr bikira navê Xwedayê xwe, Li ber îlahek xerîb vekira destê xwe,
Ma Xwedê ev dernedixist meydanê? Çimkî ew dizane bi sirrê dilan.
Tevahiya rojê ji bo te em tên kuştin, Wek miyên şerjêkirinê tên hesibandin.
Hişyar be ya Reb! Bo çi tu radizêyî? Rabe û her û her me bernede.
Bo çi tu dinixêmî rûyê xwe, Bo çi, tu jibîr dikî cefa û bindestiya me?
Çimkî em, heta axê tewiyan, Bi erdê ve zeliqî bedena me.
Rabe û were alîkariya me! Bi xatirê kerema xwe, xelas ke me!
Ji dilê min gotinên xweş difûrin, Ji bo padîşah ez dibêjim helbestan, Zimanê min wek qelema nivîskarek hosta.
Tu herî xweşikê mirovan î, Kerem belav bûye li ser lêvên te seranser. Ji bo vê Xwedê te, pîroz kiriye her û her.
Ey şervanê mêrxas, tu bi rewnakî û berziya xwe, Şûrê xwe, li navtenga xwe bipêçe.
Di riya rastî û dadperweriyê de, Bi berziya xwe li serketinê siwar be, Bila destê te yê rastê, karên tirsdar hîn bikin.
Tîrên te tûj in, Ew di dilê dijminên padîşah de ne, Milet di bin lingê te de ne.
Textê ji Xwedê ye, hergav û her û her e, Gopalê padîşahiya te gopalê rastiyê ye.
Tu hez dikî ji rastiyê, nefret dikî ji xerabiyê. Ji ber vê yekê Xwedê, Xwedayê te, Te bi donê şahiyê, Ji hevalên te bêtir don kir.
Bîhna mûr, ud û darçinê ji kincên te tê; Li qesrên ji diranên fîl, tembûr te şa dikin!
Keçên padîşahan di nav jinên te yên bi rûmet de, Şahbanû, di nav zêrê Ofîr de li milê te yê rastê.
Gohdar be ey keçê, binêre, goh bide, Gelê xwe, mala bavê xwe jî jibîr bike.
Û padîşah, wê rindiya te bixwaze, Ew e mîrê te, li pêş wî bitewe.
Ey keça Sûrê, Wê dewlemendên welat diyariyan bînin, da ku kerema te bistînin.
Keça padîşah di hundir de, bi berzî û biriqandin, Lîbasê wê bi zêran hatiye honandin.
Wê bi kincên nexişandî dertînin ba padîşah, Li pey wê keç û hevalên wê yên keçîn tên.
Ewê wê bibin bi kêf û bi şahî, Da ku têkevin qesra padîşahî.
Wê kurên te, ey padîşah, wê bistînin cihê bav û kalên te, Tê wan bikî serok li tevahiya welat.
Ji nifşan heta nifşan, ezê navê te bidim bihîstin, Di nav miletan de her û her pesnê te bê dayin.
Xwedê stargeh û hêza me ye, Di tengahiyê de hergav amade û alîkarê me ye.
Ji ber vê yekê, dinya serobino bibe, Çiya biqelibin himêza deryayan,
Av bilind bibin, li hev biqelibin, Bi nepixîna wan derya bilerizin, em natirsin.
Çemek heye ku ava wê, şahiyê tîne bajarê Xwedê, Şa dike mala pîroz a Berzê Berzan.
Xwedê di nav wî de, Nalerize ew bajar. Berdestî sibê, Xwedê tê alîkariya wê.
Milet digurmijin, welat hejiyan, Wî deng da, dinya heliya.
Xudanê ordiyan bi me re ye, Xwedayê Aqûb birca me ye.
Werin û bibînin karên Xudan, Xerakirina ku wî anî ser erdan.
Şeran dide rawestin li çar aliyên dinê, Kevan dişikêne, perçe dike riman. Dişewitîne erebên cengê, bi agiran.
«Bîhnfireh bin û bizanibin ku ez im Xwedê, Ezê bilind bibim li nav netewan, Bilind bibim li rûyê erdê!»
Xudanê ordiyan bi me re ye, Xwedayê Aqûb birca me ye.
Ey hemû miletno, li çepikan xin! Bi stranên şahiyê biqîrin ji Xwedê re!
Çimkî Xudan, Yê Herî Berz e, tirsdar e, Li ser tevahiya erdê, padîşahê mezin e.
Ew miletan dike bin me, Ummetan dike bin lingê me.
Wî mîrasa me ji bo me bijart, Serbilindiya Aqûbê ku wî jê hez dikir.
Xwedê bi qîrîna şahiyê, Xudan bi dengê boriyê bilind bû.
Pesnê Xwedê bidin, bidin pesnê wî; Pesnê padîşahê me bidin, pesnê wî bidin!
Çimkî Xwedê padîşahê hemû dinê ye, Bi têgihîştin, bidin pesin!
Xwedê li ser textê xwe yê pîroz rûdinê, Padîşahî dike li ser hemû miletan.
Serokên miletan, li hev civiyan, Ji bo ku bibin milet ji bo Xwedayê Brahîm; Çimkî mertalgirên erdê, yên Xwedê ne. Ew gellek mezin e.
Xudan mezin e û li bajarê Xwedayê me, Li çiyayê wî yê pîroz, hêjayî spaskirinê ye.
Bajarê padîşahê mezin ê li bakûr, Çiyayê Sîyonê yê xweş bilind, Şahiya hemû erdê ye.
Xwedê xwe li kelehên wî, Wek birceke bilind da bihîstin.
Padîşah civiyan, Bi hev re bi ser Sîyonê ve meşiyan.
Belê bi dîtina wê şaş man, Tirsiyan û zû reviyan.
Li wir, lerizînekê bi wan girt. Janekê bi wan girt, wek jina ku zarok tîne.
Bi bayê rojhilat, Tu dişînî keştiyên Tarşîş.
Li bajarê Xudanê ordiyan, Li bajarê Xwedayê me, Me çawa bihîst, me wisa dît. Wê Xwedê, her û her biparêze vî bajarî.
Ey Xwedê, li perestgeha te, Em fikirîn kerema te.
Ey Xwedê, wek navê te, Gihîşt çar aliyên dinê pesnê te. Tije ye, destê te yê rastê ji edaleta te.
Bila bi dadbariya te, Şa be Çiyayê Siyonê, Dilşa bin keçên Cihûda!
Li der û dora Siyonê bigerin, Bircan bijimêrin,
Baş li sûrên wê binêrin, Li kelehên wê temaşe kin, Da ku hûn ji nifşên nû re bêjin.
Ev Xwedê, hergav û her û her Xwedayê me ye, Heta mirinê ew rêberê me ye.
Ey hemû gelno, gohdar bin! Yên li dinê rûniştî, hûn hemû.
Zarokên xelqê, zarokên began, Dewlemend û xizan, bi hev re goh bidin!
Wê şehrezayî bibare ji devê min, Têgihîştiniyê bêje, fikra dilê min.
Ezê goh bidim meselan, Bi lîrê şîrove kim sirran.
Bo çi ezê bitirsim ji fesada yên ku dane pey min, Di roja xerab de ew bipêçin hawirdora min?
Yên ku ewle ne bi dewlemendiya xwe, Yên ku pesindar in bi pirbûna serweta xwe.
Kes nikare bedelê jiyana birayê xwe bide, Li ba Xwedê fîdye çênabe.
Ji ber ku biha ye fîdya can, Kes wê nade ber çavan.
Eger ne weha be, Wê her û her bijî însan. Nebîne rûyê goran.
Bêguman, herkes dizane ku şehreza dimirin, Ahmeq û sexik tune dibin. Û malên xwe ji kesên din re dihêlin.
Fikra dilê wan ev e: Wê mala wan her û her, stara wan ji nifşan heta nifşan bimîne, Axa wan bi navê wan bê bangkirin.
Bi hemû rûmeta xwe, her û her namîne însan, Ew jî bi mirin e, wekî heywan.
Ev e dawiya ahmeqan, Û yên ku bawerî tînin bi gotinên wan.
Ewê wek keriyê miyan, bên ajotin diyarê miriyan, Wê mirin bibe şivanê wan. Bi avêtina rojê re, wê rastî li ser wan bibe serwer, Wê birize cesedê wan, Êdî diyarê miriyan bibe mala wan.
Belê wê Xwedê, Canê min xelas ke ji diyarê miriyan, Û min qebûl bike.
Eger yek dewlemend bû, Rewnaka mala wî zêde bû, netirse.
Çimkî di mirina xwe de, nikare tiştekî bi xwe re bibe, Hebûna wî, bi wî re naşeqite gorê.
Li jînê xwe dilgeş bihesibîne, Di serkeftinê de bê pesindan jî,
Wê beşdarî nifşê bav û kalan bibe, Ew ku, wê qet ronahiyê nebînin.
Bi hemû rewnaqiya xwe ji têgihîştinê dûr e însan, Helaq dibe û diçe, wek heywan.
Ew, Xwedê, Xudan dibêje; Bang li hemû erdê dike, Ji dera ku roj hiltê û heta dera ku diçe ava.
Li bendava rindiyê, li Siyonê, Dibiriqe Xwedê.
Xwedayê me tê, bêdeng namîne, Agirê li pêş wî dişewitîne, Û der û dora wî bager û bahoz.
Da ku gelê xwe dîwan bike, Ew bangî ezmanê jor û erdê dike:
«Li pêş min bicivînin evdên min ên dilsoz, Yên ku bi gorîdanê ji min re dane soz.»
Ezman rastiya wî didin bihîstin, Çimkî dadbar Xwedê bi xwe ye.
«Ey gelê min gohdar be ez bêjim, Ey Îsraêl, ez ji te re şahidî bikim: Ez Xwedê me, Xwedayê te ez im!»
Ji ber qurbanên te ez erzê te naşkînim, Goriyên te yên şewitandî, hergav li pêş min in.
Ez ne ji mala te boxeyan, Ne jî ji gomên te bizinan dibim.
Çimkî heywanên hemû daristanan, Yên min in, dewarên li hezaran çiyan.
Bi hemû çivîkên çiyan ez dizanim, Yên min in, pezkuviyên çolan.
Ez birçî bibûma, min ji te re nedigot, Çimkî hemû dinya û tijebûna wê ya min e.
Ma ez goştê boxeyan dixwim? An xwîna bizinan fir dikim?
Tu goriya spasiyê pêşkiş bike Xwedê, Sozên ku te dane Yê Herî Berz, bîne cih.
Di roja xwe ya teng de gazî min bike, Ezê te rizgar bikim, tê rûmetê bidî min.
Belê Xwedê, ji yê xerab re dibêje: «Bi çi mafî tu ji qanûna min qal dikî, An peymana min digirî devê xwe?
Tu ji hîndariya min nefret dikî, Û gotinên min davêjî pişt gohê xwe.
Gava ku tu dizekî dibînî, tu bi wî re li hev dikî, Bi zînakaran re dibî hevpar.
Devê xwe serbest berdidî bo xerabiyê, Bi zimanê xwe dikî hîlekariyê.
Tu rûdinî, diaxivî li hember birayê xwe, Buxtanan davêjî kurê diya xwe.
Te ev kirin, ez bêdeng mam, Te got qey ez wek te me. Belê ez erzê te dişikînim, Hemû sûcên te li ber te datînim.
«Vê fêm bikin, hûn, ey yên Xwedê ji bîr kirine! An ezê we perçe bikim, kesî we rizgar ke nîne.
Her kî ku bide goriya spaskirinê, ew min bi rûmet dike; Yê ku li riya rast diçe, ezê rigarkirina xwe nîşanî wî bidim.»
Ey Xwedê, li gor kerema xwe, Ber min bikeve; Bi pirrbûna dilovaniya xwe, Paqij bike serhildanên min.
Bi tevahî min bişo ji sûcê min, Min paqij ke ji gunehê min.
Çimkî ez dizanim serhildanên xwe, Hergav li pêş min e sûcê min.
Li hember te, tenê min li ber te sûc kir, Min ya ku, li pêş çavê te xerab bû kir. Îcar tu, di gotinê de mafdar, Di dadbarkirinê de rastdar î.
Va ye ez, di nav sûc de hatim dinê, Dayika min, di nav guneh de bi min ducan ma.
Madem tu ji dil û can rastiyê dixwazî, Şahrezayiyê têxe, kûrahiya dilê min.
Min bi zûfa bişo da ku ez pak bibim, Min bişo da ku ez ji berfê spîtir bibim.
Kêf û şahiyê bi min bide bihîstin, Da ku şa bin hestiyên ku te pelçiqandin.
Ruyê xwe binixême li hember gunehên min, Paqij bike hemû sûcên min.
Ey Xwedê, tu dilekî pak bide min, Nû û zexim bike, ruhê hundirê min.
Min ji huzûra xwe navêje, Ruhê xwe yê pîroz ji min nestîne.
Şahiya rizgarkirina xwe, bi şûn ve bide min, Bi ruhekî dilxwaz tu bike piştgiriya min.
Ezê riyên te, hînî serhildêran bikim, Û ewê gunahkar, dîsa li te vegerin.
Tu min xelas bike ji xwînrêtinê, Ey Xwedayê min, Xwedayê rizgarkirinê, Bila zimanê min, bi lavijan pesnê xelaskirina te bide.
Ya Reb, veke lêvên min, Bila devê min, pesnê te bide bihîstin.
Çimkî tu hez nakî ji qurbanê, Razî nabî bi şewitandina gorîdanê, An na, minê ji te re pêşkiş bikira.
Qurbana ku tu qebûl dikî ruhê şikestî ye, Ey Xwedê, tu dilê şikandî û tobekar biçûk nabînî.
Bi kerema xwe qencî bike bi Siyonê, Ji nû ve ava bike sûrên Orşelîmê.
Hingê qurbanên ku rast tên dayin, Ji hemû goriyên şewitandinê, Tê kêf bistînî; Hingê li gorîgeha te, wê conega bên gorîkirin.
Bo çi tu bi xerabiyê pesnê xwe didî, ey zordar? Kerema Xwedê her û her e.
Ji zimanê te fesadî tê der Wek dûzana tûj hîlekar e.
Tu ji qenciyê bêtir xerabiyê, Ji rastiyê bêtir ji derewan hez dikî.
Tu, ey zimanê hîlekar! Tu hez dikî ji her gotina xerakar.
Belê wê Xwedê, te her û her hilweşîne, Wê bi te bigire û te ji konê te derîne, Ji diyarê jiyanê koka te bişkivîne.
Wê yên rast, vê bibînin û bitirsin, Pê bikenin û weha bêjin:
«Vî zilamê ha, xwe nespart Xwedê, Bi pirrbûna serweta xwe ewle bû, Û xwe spart dewlemendiyê!»
Belê ez, li mala Xwedê wek dara zeytûnê ya şîn im, Hergav û her û her bi kerema Xwedê ewle me.
Ez hergav ji te re spasdar im, çimkî te ev kir, Li pêş evdên te yên dilsoz, bi navê te hêvîdar im, Çimkî ew qenc e.
Bêaqil, di dilê xwe de got, «Xwedê tune!» Mirov xera bûn, karên xerab serê xwe hildan û çûn, Kesî ku qenciyê bike tune.
Xwedê ji ezmanan li mirovan nêrî, Ka gelo yekî jîr û li Xwedê digere heye.
Hemû averê bûn, Bi hev re murdar bûn, Kesî ku qenciyê dike tune. Tenê kesek!
Yên ku fesadiyê dikin, ma nizanin? Ku ew gelê min wek nan dixwin, Û ew bangî Xwedê nakin.
Ewê, li dera ku tirs lê tune pirr bitirsin, Çimkî wê Xwedê, hestiyên yên ku dor li te pêçane bişikîne, Ewê şermî bibin, çimkî Xwedê ew ji xwe avêtin.
Xwezî rizgariya Îsraêlê ji Siyonê bihata! Gava ku Xwedê gelê xwe ji surgûnê bi şûn ve bîne, Wê Aqûb şa be û Îsraêl di şahiyê de bimîne.
Ey Xwedê min bi navê xwe rizgar ke, Bi hêza xwe min pak ke!
Ey Xwedê, duaya min gohdar ke, Goh bide peyva devê min.
Çimkî biyaniyan serî hilda li ber min, Zordar dixwazin bistînin canê min, Ew li Xwedê nagerin.
Va ye, Xwedê alîkarê min e, Reb piştgirê min e.
Ewê xerabiyê li dijminên min vegerîne, Bi dilsoziya xwe wan ji navê hilîne.
Ya Xudan, ezê ji dil qurbanekê pêşkişî te bikim, Bi navê te spas bikim, çimkî ew qenc e.
Te ez ji hemû tengahiyên min rizgar kir, Li pêş çavê min dijminên min helaq kir.
Ey Xwedê goh bide dua min, Pişta xwe nede lavakirina min!
Li min baş gohdarî bike, bersîv bide min. Ez şaş bûme, min aciz dikin fikrên min.
Ji dengê dijmin, ji tada xeraban; Çimkî tengahiyê didin min, Bi hêrs davêjin ser min.
Dilê min ji kûr ve dinale, Sawa mirinê ket ser min.
Tirs û lerizînê ez girtim, Sawê ez rapêçam.
Min got, «Xwezî wek kevokê bazkên min hebûna!» «Ezê bifirîma û rihet bibûma.
Ezê birevîma derên dûr, Minê li çolê daniya.
Li hember bager û babelîskan, Ezê zû biçûma dereke bi star.»
Ya Xudan, tu şaş bike xeraban tevlihev bike zimanê wan, Çimkî min li bajêr şer û zordarî dît.
Bi şev û bi roj li ser bircên bajêr digerin, Bajêr, ku fesadî û xerabî tije ye.
Xerabî di nav bajêr de ye, Hîle û zordarî ji kuçên wê dernayê.
Yê ku tehn li min dida dijmin bûya, Minê di ber xwe bida; Yê ku li ber min pozbilindiyê dikir dijmin bûya, Minê xwe ji ber veşarta.
Belê tu bûyî, yê ji min re yeksan, Hevalê min, dostê ji dil û can.
Me bi hev re bi şîrînî hevaltî dikir, Bi civatê re em diçûn mala Xwedê.
Bila mirin ji nişka ve bê ser wan, Bi saxî herin diyarê miriyan; Çimkî xerabî di mala wan, di dilê wan de ye.
Ez bangî Xwedê dikim, Xudan min xelas dike.
Bi şev, bi roj û êvarê ji kedera xwe dinalim, Ew dibihîze dengê min.
Wî ez ji şerê li hember min, Bi aştî xelas kir canê min, Çimkî zêde bûn, yên ku şer dikirin bi min.
Xwedayê ku ji her û her ve li textê xwe rûniştî, Wê wan bibihîze û bipelçiqîne. Ew ku, naguherin, Û natirsin ji Xwedê.
Hevriyê min êrîşî hevalê xwe kir, Peymana ku wî çêkiribû, xera kir.
Ji devê wî hingiv dibare, Belê dilê wî tije şer e. Gotinên wî ji rûn nermtir, Belê ji şûr tûjtir in.
Tu barê xwe ji Xudan re bihêle, Ewê te li ser lingan bihêle. Ew tucar nahêle, Ku yê rast bikeve.
Belê tu, ya Xwedê, tê wan bavêjî korta mirinê, Wê zilamên xwînî û hîlekar, nîvê rojên xwe nebînin tucar; Herçî ez im, min xwe spartiye te.
Li min were rehmê ey Xwedê, Çimkî mirov dixwazin min dabelînin, Her roj bi şer, êrîşan bi ser min de tînin.
Dijminên min, her roj min dipelçiqînin, Gellek ji wan, li hember min şer dertînin.
Di roja tirsê de ez bi te ewle me.
Ji Xwedê re, ku ez pesindarê peyva wî me, Ez bi wî ewle me, ez natirsim. Mirov dikare çi bike bi min?
Her roj, ew gotinên min berevaji dikin, Li ser min fikra wan hergav xerabî ye.
Li hev dicivin, kemîn datînin, Dixwazin canê min bistînin.
Ma ewê, xelas bibin ji xerabiyê? Ey Xwedê, bi xezeba xwe miletan bîne xwarê!
Te êş û jana min hesiband, Hêstirên çavên min di meşka xwe de civand! Ma te ew di kitêba xwe de nenivîsand?
Roja ez bang bikim, Dijminên min, wê bi şûn ve vekişin. Ez dizanim, Xwedê ji alî min e.
Xwedê, ku ez pesindarê peyva wî me, Xudan, ku ez pesindarê gotina wî me,
Ez bi Xwedê ewle me, ez natirsim; Ma mirov dikarin çi bikin bi min?
Ey Xwedê, ez sozên xwe ji te re tînim cih, Niha ezê goriyên spasiyê bidim te.
Çimkî te canê min ji mirinê rizgar kir, Lingê min ji terpilînê parast; Va ye ez di ronahiya jînê de, Li pêş Xwedê rêve diçim.
Li min were rehmê ey Xwedê, li min were rehmê, Çimkî min xwe avêt te; Heta ku bela derbas bin, Ezê xwe bavêjim bin siya bazkê te.
Ez bangî Xwedê, Yê Herî Berz dikim, Ew Xwedê ku, her tiştî ji bo min dike.
Wê ji ezmanan bişîne û min azad ke, Yên ku dixwazin min daqurtînin şermî ke, Wê kerem û dilovaniya xwe bişîne.
Canê min di nav şêran de ye, Di nav zilamên ku dişewitînin de ez radizêm, Diranên wan wek rim û wek tîr in, Zimanê wan şûrê tûj.
Ey Xwedê, li ser ezmanan bilind be, Bila berziya te li ser tevahiya erdê be!
Tor avêtin gavên min, Pelişî canê min; Li pêş min çal vedan, Ew bi xwe ketinê.
Dilê min bêleq e, ey Xwedê, dilê min bêleq e, Ezê lavij û îlahiyan bêjim.
Hişyar be ey canê min, hişyar be, Hişyar be ey ribab, ey çeng, Ezê, seherê hişyar kim!
Di nav miletan de ez spasî bidim te, ey Xudan, Di nav netewan de ji te re lavijan bêjim.
Çimkî kerema te heta ezmanan, Rastiya te mezin e bi qasî asîmanan.
Ey Xwedê, bilind bibe li ser ezmanan, Bila berziya te li ser tevahiya erdê be.
Ey desthilatdarno, ma hûn edaleta rast dibêjin? Ma hûn, mirov bi rastiyê dadbar dikin?
Na! Hûn bi dil neheqiyê dikin, Li nav welat, hûn zordariya destê xwe datînin mêzînê.
Xerab hê ji malzaroka dê xerab in, Bi bûyina xwe re derew dibêjin, averê dibin.
Jehra wan wek jehra mar e. Gohê xwe digirin, wek koremarên kerr in.
Ew koremar ku, Dengê efsûnkar û sêrbazên hunermend nabihîze.
Ey Xwedê, tu bişikêne diranê devê wan, Ya Xudan, bişikêne kêlbên şêran!
Bila wek ava ku diherike, nemînin. Bila serê tîrê wan şikandî be, gava ku kevanê xwe dişidînin.
Bila bibin wek şeytanokê ku dihelin û diçin. Wek zarokê ji ber jinê çûyî, rûyê rojê nebînin.
Hê ku beroşên wan, agirê striyan nebihîstine, Çi terr û çi jî hişk, wê bi bagerê bipengizin.
Zilamê rast, wê bi dîtina tolsîtandînê şa be, Wê bi xwîna xeraban lingên xwe bişo.
Hingê wê mirov bêjin: «Rast e, perrûya yê rast heye, Rast e, Xwedayek ku dinê dadbar dike heye.»
Min xelas ke ji dijminên min, ey Xwedê, Li hember dijminan bibe keleha min.
Min azad bike ji sûcdaran, Min xelas ke ji xwîndaran.
Îcar niha, dixwazin jiyana min bistînin, Yên hêzdar li hember min dicivin, Belê, ne min serî hilda û ne jî min guneh kir, ya Xudan.
Bi ser ku ez bêrî me, Xwe amade dikin, ji bo êrîşkirina min. Rabe, hişyar be, were alîkariya min!
Û tu ya Xudan, Xwedayê ordiyan, Xwedayê Îsraêlê, Hişyar be, hemû mîletan bitoqlîne, Ber tu kesê xayîn û xerab nekeve!
Êvarê vedigerin, wek kûçikan dikin xirrîn, Û li bajêr digerin.
Ji devê wan xerabî dibare, Şûr dertên ji lêvên wan. «Ma wê kî bibihîze?» dibêjîn.
Belê tu, bi wan dikenî ya Xudan, Şa dibî bi hemû netewan.
Hêza min tu yî, ezê li te binêrim, Çimkî Xwedê birca min a bilind e.
Xwedayê mîn, bi kerema xwe tê pêşiya min, Ew nîşanî min dide hilweşîna dijminê min.
Wan nekuje, da ku gelê min jibîr neke, Bi hêza xwe wan belav ke û bixîne, Ya Reb, tu yî mertalê me.
Bila ji ber gunehê devê xwe, gotinên lêvên xwe, Ji ber derew û lanet xwendina xwe, Di quretiya xwe de bifetisin.
Biqedîne, bi xezebê biqedîne, bila nemînin; Bila bizanibin ku heta dawiya kujê erdê, Serweriya Xwedê bi Aqûb re ye.
Bila êvarê vegerin, wek seyan biewtin, Û li bajêr bigerin.
Ji bo xwarinê wê eware bigerin, Têr nebin, wê şeveder bimînin.
Herçî ez im, ezê ji hêza te re lavijan bêjim, Serê siban, kerema te bînim ziman. Çimkî tu yî birca min a bilind, Di roja teng de bûyî stara min.
Ey hêza min, ezê ji te re lavîjan bêjim, Çimkî Xwedê bîrca min a bilind e, kerema min e.
Te em ji xwe avêtin, ey Xwedê te em şikandin, Tu hatî xezebê, me li halê me yê berê bizivirîne!
Te erd hejand, te erd çirand; Qelşên wê bi hev ve bizeliqîne, erd diheje.
Te tengahî bi gelê xwe da kişandin, Şeraba sermestkirinê bi me da vexwarin.
Da ku riya rastiyê vebibe, Te al da yên ji te ditirsin.
Da yên ku tu ji wan hez dikî, bibînin rizgariyê, Bi destê xwe yê rastê azad ke, me bibersivîne!
Xwedê ji ciyê xwe yê pîroz got: «Ezê şa bim, Şexemê parve kim, Berriya Sukkotê bipîvim.
Gilad, ya min e, Manasse jî ya min, Efrayim kumzirxê serê min, Cihûda gopalê padîşahiya min.
Moav legana min a şûştinê, Edomê li ber lingê min e, Ezê bi serfirazî, bi ser Filîstê ve biqîrim.»
Ma wê kî min bibe bajarê bi sûr? Wê kî rêberiya min bike heta Edomê?
Ey Xwedê, ma te em ji xwe neavêtin? Ma êdî tu bi ordiyên me re naçî?
Li hember dijmin ji me re bibe alîkar, Çimkî pûç e alîkariya mirov.
Em bi Xwedê mêrxasiyê dikin, Ew dipelçiqîne dijminên me.
Ey Xwedê, feryada min bibihîze, Goh bide dua min.
Gava ku dilê min dixeriqe, Ez bangî te dikim ji vî kujê dinê. Tu min derxe wî zinarê ku ez nagihîjimê,
Çimkî tu ji bo min bûyî star, Li hember dijmin bûyî birceke hêzdar.
Li konê te ez her û her rûnêm, Xwe bavêjim bin siya bazkê te.
Ey Xwedê, te sozdanên min bihîst, Mîrasa yên ku ji navê te ditirsin, te da min.
Tu rojan, li rojên padîşah zêde ke, Bila salên wî bibin sedsal!
Bila li pêş Xwedê hergav rûnê, Tu wî, bi kerem û rastiya xwe biparêze!
Hingê ezê ji navê te re hergav lavijan bêjim, Û her roj sozên xwe bînim cih.
Canê min, tenê bi aramî li benda Xwedê ye, Rizgariya min bi wî ye.
Ew e zinar û rizgariya min, Birca min a bilind ew e, ez nahejim.
Wek dîwarek xwarbûyî, wek sêncek ji ciyê xwe çûyî, Heta kîngê, hemû bi hev re, Ji bo pelçiqandinê, Hûnê êrîş bikin ser wî?
Tenê ew, wî ji şerefa wî xistinê dişêwirin. Ji derew zewk distînin. Bi devê xwe xêr û dûa dikin, Di dilê xwe de nalet dikin.
Ey canê min, tu tenê bi aramî Xwedê bipê, Çimkî hêviya min ew e.
Zinar û hêviya min ew e, Birca min a bilind ew e, ez nahejim.
Rizgarî û berziya min bi Xwedê ye, Zinarê hêza min, dera stara min Xwedê ye.
Ey gelê min, hergav tu bi wî ewle be, Dilê xwe birêje ber wî, Çimkî Xwedê stargeha me ye.
Zarokên xelqê tenê hilmek in, Beyzade jî derew, Gava ku ketin mêzînê, Herdû jî siviktir in ji hilmê.
Pişta xwe nedin zordariyê, pesnê xwe nedin bi talanê, Serwet zêde bibe jî, dilê xwe pê ve girê nedin.
Xwedê carekê got, Min ev du car bihîst: Hêz ya Xwedê ye,
Kerem jî ya te ye, ya Reb! Çimkî li gor karê wan, tu bergîdanê didî hemû kesan.
Ey Xwedê, tu yî Xwedayê min, Ez li te digerim, Canê min tiyî te bûye, Li diyarekî çol, westa û bêav, Bedena min bêriya te dike.
Ji bo ku ez bibînim hêz û berziya te, Di dera pîroz de min nihartiye li te.
Ji jiyanê qenctir e kerema te, Lêvên min ji bo te didin spasî.
Heta ez hebim ezê pesnê te bidim, Bi navê te ezê destê xwe bilind bikim.
Wek bi mêjî û rûn têr bibim, wê canê min têr bibe, Wê devê min, bi lêvên min bi şahî ji te re şikir bike.
Çaxê ez te, di nav nivînan de bibîr tînim, Di dirêjiya şevê de, ez te kûr difikirim.
Çimkî tu ji min re bûyî alîkar, Di bin siya bazkên te de bi şahî dibim spasdar.
Canê min bi daxwaz li dû te baz dide, Destê te yê rastê ji min re dibe alîkar.
Belê yên ku dixwazin canê min bistînin, Ewê korta bin erdê bibînin,
Ewê bîkevin ber devê şûr, Ji çeqelan re bibin par.
Belê wê padîşah bi Xwedê şa be. Yên ku bi navê wî sond dixwin, wê pesnê xwe bidin, Lê ewê devê derewkaran bê girtin.
Di lavakirinê de, dengê min bibihize ey Xwedê, Ji tirsa dijmin biparêze jîna min.
Ji şêwrên dizî yên xeraban, Tu min veşêre ji welwela fesadan.
Ew ku, zimanê xwe wek şûr tûj kirine, Tîrên xwe wek gotinên tal ava kirine,
Da ku ji dera veşartî, bavêjin zilamê gihîştî. Ji nişka ve, bê tirs davêjin wî.
Di karê xerabiyê de ew wêrek in, Kozikên veşartî dişêwirin, «Ma wê kî bibîne?» dibêjin.
Li fesadiyê digerin, «Me planek bêqusûr çêkir!» dibêjin. Dil û hundirê her yekî ji wan kûr e.
Belê wê Xwedê, bavêje wan tîran, Ji nişka ve birindar bike wan.
Wê zimanê wan, wan bibe xerabûnê, Yên ku wan bibînin, wê serê xwe bi wan bihejînin.
Wê hemû mirov bitirsin, Karê Xwedê bidin bihîstin, Ya ku wî kiriye bifikirin.
Yê rast wê bi Xudan şa be, Xwe bispêre wî, Hemû dilên paqij wê bidin pesnê wî.
Li Siyonê şikir li benda te ye, ey Xwedê, Sozên ku ji te re hatine dayin, wê bên cih.
Ey tu, yê ku duayan dibihîze, Wê hemû mirov bên ba te.
Guneh zora min dibin, Herçî serhildanên me ne, tu wan dibexşînî.
Xwezi bî wî mirovî, ji bo ku li hewşa te rûnê, Te ew bijart û nêzikî xwe kir! Em bi qenciya mala te, Perestgeha te ya pîroz têr dibin.
Ey tu, Xwedayê rizgariya me, Di dadperweriyê de, Bi karên tirsdar didî bersîva me. Ey tu, yê li çaraliyên dinyayê, Hêviya wan ên dûr ên li ser deryayê;
Bi hêzê rapêçandî, Bi hêza xwe çiyayan şidandî,
Yê ku xumîna deryayan, Xumîna pêlan, Û tevliheviya miletan dide rawestan tu yî.
Yên ku rûdinên li wî kujê dinê, Ditirsin ji karên te yên nedîtî. Ji rojhilat heta rojava, Tu wan bi şahî didî qêrîn.
Tu erdê ditoqlinî û wê av didî, Tu wê di nav dewlemendiyê de dihêlî. Çemê Xwedê bi avê tije ye, Çaxê te axê amade kir, Genimê mirov tu amade dikî:
Xetên halet tu têr av didî, Axa wan tu sererast dikî, Axê bi baranê dinermijînî, Bereketê didî berên wan.
Bi qenciyên xwe, tu tacegul datînî ser salê, Ji şopên te bereket dibare,
Çolên te çêre didin, Û gir di şahiyê de dimînin.
Mêrg bi keriyan tên nixamtin, Berrî bi genim tên pêçandin, Bi şahî diqîrin, lavijan dibêjin.
Ey tevahiya rûyê erdê, Bi şahî ji bo Xwedê biqîrin!
Ji navê wî yê berz re lavijan bêjin, Pesnê wî berz bikin!
Ji Xwedê re bêjin, «Karên te çiqas mezin in! Ji ber hêzdarî û mezinbûna te, Wê serî li ber te deynin, dijminên te.
Wê hemû dinya biperize te, Wê ji te re lavijan bêjin, Lavijan bêjin ji bo navê te.»
Werin, karên Xwedê bibînin! Çi karên mezin kir li nav mirovan.
Wî derya zivirand reşahiyê, Gelê wî peya derbas bû ji çem. Em li wê derê, bi kirina wî şa bûn.
Bi hêza wî, serwerî her û her dajo, Çavên wî bi baldarî li ser miletan e; Bila serhildêr xwe bilind mekin!
Ey gelno, Xwedayê me pîroz bikin, Dengê pesnê wî bidin bihîstin.
Ew e, yê ku jîna me diparêze, Ew e, yê ku nahêle lingê me bişemite.
Te em ceribandin, ey Xwedê, Wek ku zîv tê paqijkirin, te em paqij kirin.
Te em kirin dehfikê, Û te barê giran da pişta me.
Te siwar kir, mirovan li stûyê me, Em ketin agir û avê, Lê te em derxistin firehiyê.
Bi goriyên şewitandî ezê bikevim mala te, Ezê, sozên xwe bînim cih,
Di tengahiyê de lêvên min ew anî ziman, Û devê min got.
Bi dûmana beranên şewitandî û pezên qelew, Ezê goriyên şewitandinê pêşkişî te bikim, Ezê ga û nêriyan ji te re pêşkiş bikim.
Werin gohdar bin, ey hûn hemû yên ku ji Xwedê ditirsin, Ez ji we re bêjim, ka ji bo canê min çi kir.
Min bi devê xwe gazî wî kir, Û ew bi zimanê min hat berzkirin.
Eger min di dilê xwe de cih bida fesadiyê, Reb ez nedibihîztim.
Belê Xwedê ez bihîztim, Goh da dengê dua min.
Xwedê pîroz be, Çimkî bi şûn ve nezivart dua min, Ji min nedirixand kerema xwe.
Xwedê li me were rehmê û me pîroz ke, Ji bo me bibiriqîne rûyê xwe.
Da ku li ser rûyê erdê riya te, Di nav hemû miletan de rizgariya te bê zanîn.
Bila gel ji te re spas bikin ey Xwedê, Hemû gel ji te re spas bikin!
Bila milet şa bin û bi şahî biqîrin, Çimki tu bi rastiyê miletan dadbar dikî, Tu rêberiya miletên li ser rûyê erdê dikî.
Bila gel ji te re spas bikin ey Xwedê, Bila hemû gel ji te re spas bikin!
Rûyê erdê berê xwe da, Xwedê, Xwedayê me, wê me pîroz bike.
Wê Xwedê me pîroz bike, Çaraliyên dinê wê ji wî bitirse!
Bila Xwedê rabe, dijminê wî belav bibin, Yên ku jê nefret dikin, ji ber wî birevin!
Bila wan belav ke, wek dûyê belavbûyî; Wek şimaya ku li ber agir dihele, Bila yên xerab li ber Xwedê nemînin!
Bila yên rast şa bibin, Li pêş Xwedê bikin şahî, Bi şabûnê bihna xwe vedin.
Ji Xwedê re lavijan bêjin, pesnê navê wî bidin, Ji siwarê ku çolê derbas dibe re, rê çêkin; Navê wî Xudan e, li pêş wî bikin cejn!
Xwedê, li warê xwe yê pîroz, Bavê sêwiyan, xwedanê jinebiyan e.
Xwedê, mala bêkesan ava dike, Dîlan dertine firehiyê, Belê serhildêr li dera ziwa rûdinên.
Ey Xwedê, gava ku tu derketî pêşberî gelê xwe, Çaxê tu li çolê rêve çûyî,
Erd hejiya, Asîman li pêş Xwedê dilop kir, Li pêş Xwedê, li pêş Xwedayê Îsraêlê, Sîna jî lerizî.
Te baranên baş barandin, ey Xwedê, Gava ku westiya, te hêz da axa xwe.
Gelê te li wê derê rûnişt, Te qenciya xwe, ji dilşikestiyan re amade kir, ey Xwedê.
Reb ku da ferman, Ordiyeke jinan mizgînî da:
«Direvin, direvin padîşahên ordiyan! Jinên malê, parî dikin malê talanê.
Heta ji bo yên we yên li gomê vezeliyayî, Kevokeke bazkzîvîn, Û purtên wê bi zêrê zer rapêçandî heye.»
Gava ku Karîndar, padîşah belav kirin, Tê bêjî, li Çiyayê Salmonê berf dibariya.
Çiyayê Basan çiyayê berz e! Çiyayê Basan bilind û bi gopît e!
Ey çiyayên bilind, bo çi hûn awiran didin, Çiyayê ku Xwedê ji bo xwe bijartiye? Erê, wê Xudan her û her li wê derê rûnê.
Erebên Xwedê yên şer bîst hezar, hezar caran hezar in, Reb di nav wan de ye, wek Sînayê di nav pîroziyê de ye.
Tu hilkişiyayî jor, te yên dîl, dîl kirin, Ya Xudan Xwedê, ji bo ku tu li wê derê rûnêyî, Te ji mirovan û heta ji serhildêran jî diyarî sitandin.
Rebê ku her roj barê me dikişîne, Xwedayê ku rizgariya me ye, pîroz be.
Xwedayê me Xwedayê rizgarkirinê ye, Tenê Rebê me Xudan, dikare ji mirinê xelas bike.
Belê Xwedê serê dijminên xwe, serê wan ê bi pirç, Serê yên ku di nav gunehan de digerin dipelçiqîne.
Reb got, «Ezê wan ji Basanê şûn ve bînim, Ezê wan ji kûrahiya deryayan şûn ve bizivirînim,
Da ku, tu lingê xwe di xwînê bidî, wan bipelçiqînî, Da ku zimanê seyê wan, ji dijminê te para xwe bistînin.»
Ey Xwedê, wan meşa te ya karwanî dît, Wan dît ku Xwedayê min, padîşahê min ket dera pîroz.
Di nav keçên ku li tefê dixin de, Li pêş yên ku dixwînin, li paş yên ku li saz dixin meşiyan.
«Ey hûn, yên ku ji kaniya Îsraêl in, Di civînên xwe de pesnê Xwedê, pesnê Xudan bidin!»
Padîşahê wan Benyamînê biçûk, Bi zilamên xwe re serokên Cihûdayê, Serokên Zebûlûn, serokên Naftalî li wir in!
Xwedayê te, hêza te emir kir, Ya ku te ji bo me kirî, asêtir bike, ey Xwedê!
Ji bo xatirê perestgeha te ya li Orşelîmê. Wê diyariyan ji te re bînin padîşah.
Heywanê kûvî yê ku di nav çilqan de dijî, Kulinçeyên zîv di bin lingan de dipelçiqîne. Tu erzê garana ga û golikên miletan bişikîne, Miletên şerhez ji hev biqetîne!
Wê ji Misirê diyarî werin, Hebeş, wê zû destê xwe ji Xwedê re vekin.
Ey padîşahiyên erdê, ji Xwedê re lavijan bêjin, Bi lavijan pesnê Reb bidin,
Ji yê li ezmanan, li ezmanên kevin siwar bûye re lavijan bêjin. Va ye dengê wî, dengê wî yê bi hêz bilind dibe!
Hêza Xwedê binasin; Berziya wî li ser Îsraêlê ye, Hêza wî li ezmanan.
Tu çi bi heybet î, ey Xwedê, li perestgeha xwe! Xwedayê Îsrailê, ku hêz û pêkarî dide gelê xwe, Pîroz be!
Min rizgar ke, ey Xwedê, Av gihîşt stûyê min.
Ez ketim ritama kûr, Dera seknê tune. Ez ketim avên kûr, Pêl di ser min re derbas dibin.
Ez westiyam ji feryadê, Gewrî li min ziwa bû; Li benda Xwedê, Çavên min tefiyan.
Yên ku ji tunehî ji min nefret dikin, Ji porê serê min pirrtir in. Gellek zêde ne dijminên min ên neheq, ku li kuştina min digerin. Tiştê ku min nediziye dixwazin bi min bidin dayin?
Ey Xwedê, tu bi bêaqiliya min dizanî, Ji te, neveşartî ne gunehên min.
Ey Reb, Xudanê ordiyan, Bila şermî nebin yên ku li hêviya te man! Ey Xwedayê Îsrailê, Bila riswa mebin, yên ku ji rûyê min li te geriyan!
Di riya te de min xwe da ber riswakirinê, Ser çavê min nixamt şermê.
Ez ji birayên xwe re xerib, Ji kurên diya xwe re biyanî mam.
Çimkî, xîretkêşiya ji bo mala te ez qedandim, Riswakirina yên ku te riswa dikin hat ser min.
Ez giriyam, min bi rojiyê cefa da xwe, Ev ji bo min eyib hat hesibandin.
Çaxê min şêl ji xwe re kir libas, Ez ji bo wan bûm çîrok.
Yên li ber derî rûniştî xeyba min dikin, Û ez bûm strana serxweşan.
Belê dua min ji te re ye, ya Xudan! Ey Xwedê, demeke maqûl, bi zêdehiya kerema xwe, Bi alîkariya xwe ya dilsoz min rizgar ke, Min bibersivîne.
Tu min ji heriyê derîne, Nehêle ez noq bibim; Bike ku ez, ji yên ku ji min nefret dikin, Û ji avên kûr azad bibim.
Bila pêlên avan di ser min re derbas nebin, Bila kûrahî min danequrtinin, Û bila çala mirinê devê xwe li ser min negire.
Min bibersivine ya Xudan, Çimkî kerema te qenc e. Bi zêdehiya dilovaniya xwe li min bizivire!
Ruyê xwe veneşêre ji evdê xwe, Ez di tengahiyê de me, zû min bibersivîne!
Xwe nêzikî canê min bike, min bibexşîne, Dijminên min, ji ser serê min hilîne.
Tu dizanî, Bi riswatî, şerm û rezaleta li hember min; Hemû jî li pêşberî te ne, dijminên min.
Ez bi keder im, riswatiyê dilê min şikand, Ez li benda dilovanekî mam, belê derneket, Li xemrevînekî geriyam, min rayî nekir.
Di şûna xwarinê de, wan jehr da min, Di tîbûnê de, wan sihik bi min dan vexwarin.
Bila sifra li ber wan ji bo wan bibe dafik, Hê di aştiyê de ne, têkevin defikan!
Bila çavê wan tarî bibe, nebînin! Tu hergav bilerizine pişta wan!
Xezeba xwe bi ser wan de birijîne, Şidbûna hêrsa xwe bi wan bigihîne!
Bila bêdeng bimîne stara wan, Kes rûnenê li konê wan!
Li zilamê ku te lêxistiye eziyet dikin, Êşa, zilamê ku te birindar kiriye dipeyivin.
Tu bi serê wan de ceza bibarîne, Bila kes ji wan azakirinê ji te nebîne!
Bila bên xîjkirin ji deftera jîndaran, Bi rastan re neyên nivîsandin!
Ez ku, ketî û bi keder im, Bila rizgarkirina te, min bilind bike ey Xwedê!
Ezê navê Xwedê, bi lavijan bêjim, Bi spaskirin, wî berz bikim.
Wê ev Xudan, Ji gayekî bi sim û bi qiloç, An ji boxekî bêtir şa bike.
Bindest wê vê bibînin û şa bibin, Ey yên ku li Xwedê digerin, bila dilê we zindî bibe.
Çimkî Xudan, dibihîze belengazan, Ew kêm nabîne hêsîran.
Bila ji wî re spas bikin, Erd û ezman, derya û yên ku di wan de digerin!
Çimkî wê Xwedê Siyonê rizgar bike, Û bajarên Cihûdayê ava bike; Yên li wê derê rûdinên, ewê wê derê ji xwe re bikin milk.
Wê zarokên evdên wî jî, wê derê mîras bistînin, Yên ku ji navê wî hez dikin, li wê derê rûnin.
Ey Xwedê, zû min azad ke! Ey Xudan, bi lez were alîkariya min!
Bila şerm bikin û rûyê wan sor bibe, Yên ku digerin li kuştina min! Bila riswa bibin, Yên ku şa dibin bi xerabiya min!
Yên ku ji min re dibêjin «Ox, Ox» Bila ji şerma xwe şûn ve vegerin!
Hemû yên ku li te digerin, Bila bi te hênik û şa bibin! Yên ku ji rizgarkirina te hez dikin, Bila hergav bêjin «Xwedê mezin e!»
Belê ez bindest û belengaz im, Ey Xwedê, tu bazde alîkariya min! Tu yî alîkar û rizgarkarê min, Dereng nemîne, ya Xudan!
Ya Xudan, ez xwe dispêrim te, Tu min nede şermê her û her!
Bi rastdariya xwe tu min azad ke, Goh bide min, min rizgar ke!
Tu bibe zinarê min ê starê, Da ku ez hergav bêm te; Te emir da ji bo rizgarkirina min, Çimkî tu yî zinar û kela min.
Ey Xwedayê min, tu min xelas ke, Ji destê zilamê xerab, fesad û xedar!
Çimkî hêviya min tu yî, ya Reb Xudan, Ji xortaniya xwe ve, yê ez pê ewle me tu yî.
Ji roja ku ez çêbûm vir ve, tu ji min re bûyî destek, Te ez ji malzaroka diya min deranî û anîm dinê. Sipasiya min hergav ji te re ye.
Ji bo gellekan ez wek tiştek ecêb im, Belê tu stargeha min a hêzdar î.
Pesnê te hergav li ser zimanê min, Tevahiya rojê berziya te di bîra min.
Di pîrbûnê de tu min ji xwe navêje, Gava ku ez ji taqetê ketim, tu min bernede!
Çimkî dijminên min qala min dikin, Yên ku dixwazin min bikujin, bi hev dişêwirin,
Ji hev re dibêjin, «Xwedê ew berda! Bi pey bikevin, wî bigirin, Çimkî kes wî xelas nake!»
Ey Xwedê, dûr nemîne ji min, Ey Xwedayê min, tu bi lez were alîkariya min!
Yên ku dijminên min in, bila şerm bikin, biqelin, Yên li ziyana min digerin, bila bi şermî û rezaletê bên nixamtin.
Belê ez hergav hêvîdar im, Ji bo te pesindar û spasdar im.
Dadperwerî û rizgarkirina te, Tevahiya rojê li ser devê min e Îcar hejmara wan ne karê zanîna min e.
Ezê bi karên mezin ên Reb Xudan werim, Ezê rastdariya te, tenê ya te bîr bînim.
Ey Xwedê, ji zaroktiya min ve te ez fêr kirim, Karên te yên rewnaq hê jî ez dibêjim.
Ez pîr û porsipî bibim jî, Heta ku ez hêza te ji her nifşî re, Karîna te ji hemû yên bên re nebêjim, Tu min bernede, ey Xwedê.
Ey Xwedê, rastdariya te digîhije ezman, Tu ku, te karên mezin kir, Ma kî dimîne te, ey Xwedê?
Tu ku, te gellek tengahiyên xerab nîşanî me da, Tu dîsa me vedijînî, Tu dîsa me ji kûrahiya axê dertînî.
Tê siyaneta min zêde bikî, Li min vegerî û min teselî bikî.
Ezê ji bo dilsoziya te, Bi çengê pesnê te bidim, ey Xwedayê min, Bi Lîrê, bi lavijan pesnê te bidim, Ey Pîrozê Îsraêlê!
Gava ez bi lavijan pesnê te bidim, Wê canê min û lêvên min şahiya xwe bînin ziman, Çimkî te xelas kir wan.
Wê zimanê min jî tevahiya rojê dadperweriya te bêje, Çimkî yên ku li xesara min digeriyan, Şermî bûn û rûyê wan reş bû.
Ey Xwedê, tu dadperweriya xwe bide padîşah, Rastdariya xwe bide kurê padîşah.
Bila gelê te bi rastdariyê, Belengazên te, bi dadperweriyê dadbar bike!
Bila çiya, firehiyê ji gel re bînin, Bila gir jî, rastdariyê!
Bila ew mafê bindestan bide, Zarokê belengazan xelas ke, Û zordaran bipelçiqîne!
Heta ku roj û heyv hebin, Bila ew, nifş li pey nifşî ji te bitirsin.
Wek barana ku li ser mêrga nûbirrî dibare, Bila ew, wek taviya ku axê av dide, bê!
Bila di rojên wî de rastdarî kulîlkan bide, Aştî bi zêdebarî hebe, heta ku heyv biqede.
Ji deryayê heta deryayê, Ji Firatê, heta kujê dinê yê din serwerî bajo!
Gelê çolê li pêş wî here ser çokan, Dijminên wî axê bialêsin.
Bila padîşahê Tarşîş û yê giravan, Jê re xeracê bînin, Padîşahên Seba û Seva diyariyan pêşkişî wî bikin!
Bila hemû padîşah li ber wî herin ser çokan, Hemû milet ji wî re evdîtî bikin!
Ew diçe hawara hejaran, Ew rizgar dike feqir û bêkesan.
Ew ber belengaz û ketiyan dikeve, Canê feqîran rizgar dike.
Ew wan ji tada û zordariyê dide berdan, Di çavê wî de, bi rûmet e xwîna wan.
Bila bijî! Û bila ji zêrê Seba bidinê; Hergav ji bo wî dua bikin, Û her roj wî pîroz bikin!
Bila, li erdê, li serê çiyan, Bi zêdebarî genîm hebe! Bila simbil wek Lubnanê berdar bin, Gelê bajêr wek giya kulîlk bidin!
Navê padîşah her û her bimîne, Heta ku roj hebe ew hebe, Bi destê wî mirov pîroz bibin, Hemû millet bêjin, «Xwezî bi wî!»
Xudan Xwedê, Xwedayê Îsraêlê pîroz be, Yê ku karên nedîtî dike, tenê ew e.
Navê wî yê berz, her û her pîroz be, Tevahiya erdê bi berziya wî tije be! Amîn! Amîn!
Duayên Dawidê kurê Îşay li vir diqedin.
Bi rastî jî, Xwedê ji Îsraêlê re, Ji dilpaqijan re qenc e.
Belê lingên min, li ber terpilînê bûn, Gavên min li ber şemitînê.
Çimkî min, gava firehiya xeraban dît, Ez ji qûreyan hesidîm.
Di mirina wan de êş nîne, Bedenên wan dermalekirî ne.
Ew bi derdê kesî nizanin, Wek mirov belayê nakşînin.
Loma quretî wek gerdenzêra wan e, Zordarî kincê nixamtina wan e.
Ji qelewî çavê wan dike bifetiqe, Xerabî ji hundirê wan difûre.
Bi mirovan tinazên xwe dikin, Ji xedarî bi xerabiyê re dipeyivin, ji jor ve diaxivin.
Devê xwe li hember ezman vedikin, Zimanê wan li erdê digere.
Loma xelq li wan dizivire, Dev li hewa mayî, peyvên wan gohdarî dike.
Dibêjin ku, «Ma Xwedê çawa dizane? Ma Yê Berz bi çi dizane?»
Binêr, weha ne, yên xerab, Hergav rihet in, serweta xwe zêde dikin.
Ya rast, min dilê xwe beredayî paqij kiriye, Bi bêsûcî destê xwe şûştiye.
Çimkî her roj bela hatin serê min, Her sibeh min ezab kişand.
Eger min bigota, «Ez jî wek wan bipeyivim,» Hingê min bi zarokên te re xayintî kiribû.
Ez fikirîm, ka ez çawa aqil dibim vê yekê, Û ev li ber çavê min zor hat,
Dema ez ketim perestgeha Xwedê; Hingê min fêm kir encama xeraban,
Ya rast, tê wan deynî derên şemitok, Û wan kaşkî xerabûnê.
Çawa di hilmekê de xera bûn, Bi tirs û sawê, bi tevahî çûn!
Ji bo yekî ku ji xewê hişyar dibe, xewn çi be, Çaxê tu jî hişyar bî, Ya Reb, Tê kêm bibînî, dîdara wan.
Çimkî dilê min êşiya, Hundirê min tahl bû.
Heçî ez im, bêaqil û nezan, Li pêşberî te ez bûm mîna heywan.
Belê ez hergav bi te re me, Te bi destê min ê rastê girt.
Bi şîreta xwe rê nîşanî min didî, Dû re min digihînî berziya xwe.
Li ezmanan kiyî min heye? Xên ji te, ez kesî din naxwazim li ser rûyê erdê.
Bedena min û dilê min dihele, Belê hêza dilê min, Û para min hergav Xwedê ye.
Çimkî, va ye yên ji te dûr in tune dibin, Tê, hemû yên ku ji te diqetîn û ne dilsoz in, tune bikî.
Belê nêzikbûna Xwedê ji bo min qenc e; Ji bo ku ez hemû karên te bidim bihîstin Min Reb Xudan ji xwe re kir star.
Ey Xwedê, ji bo çi te em her û her berdan? Çima hêrsa te, li hember miyên mêrga te pêt dide?
Koma ku te ji berê ve kiribû ya xwe, Ji bo ku ji te re mîras bimîne, rizgar ke, Û Çiyayê Sîyonê yê ku tu lê rûniştî yî, bibîr bîne.
Ber bi xirbên mayindar ve bimeşe, Dijmin li dera pîroz her tişt xera kir.
Dijminên te, li ciyê civata te kirin gurmîn, Ji bo ku bibe nîşan, wan ala xwe li wê derê çikand.
Wek ku bi biviran, Têkevin dereke daristan.
Û hemû nexşên wê, Şikandin bi gerane û biviran.
Agir berdan perestgeha te, Warê navê te, Kirin erdê û murdar kirin.
Di dilê xwe de gotin, «Em hemûyî bipelçiqînin!» Li welat hemû derên civata Xwedê hilweşandin.
Hemû alên me çûne, Êdî pêxember jî tunin, Di nav me de kes nizane, ka heta çi wextê.
Ey Xwedê, wê heta kîngê dijmin tinazên xwe bi te bike, Ma wê her û her dijmin çêrî navê te bike?
Çima tu destê xwe yê rastê şûn ve dikişînî? Çima tu dest hilnaynî!
Belê Xwedê, ji demên berê ve padîşahê min e, Li rûyê erdê rizgarî bi wî ye.
Te bi hêza xwe deryayê kir du şeq, Serê cinawirên deryayê di nav avê de şikand.
Te serên Levîethan şikand, Te ew kir qutê yên ku li çolê dijîn.
Te kanî û lehiyan rakir, Çemên ku hergav diherikin ziwa kir.
Roj ya te ye, şev jî ya te, Roj û ronahî te amade kir.
Hemû sînorên ser erdê te danîn, Havîn û zivistan, te afirand.
Bibîr bîne ya Xudan, dijmin tinaz bi te kir, Miletekî bêaqil tinaz bi navê te kir.
Nespêre cinawiran, canê kevoka xwe, Tu car ji bîr neke, rewşa belengazên xwe.
Tu bala xwe bide peymanê, Çimkî derên tarî yên diyar, Ji bo zordaran bûye cih û war.
Bila yê neçar, şûn ve nezivire stûxwar, Bila bindest û hejar, ji bo navê te bibin pesindar.
Rabe ey Xwedê, doza xwe bibîne! Tinazên, yê ku bêaqil tevahiya rojê bi te dike, bibîr bîne!
Dengê dijminên xwe ji bîr neke, Hergav bilind dibe, welwela yên ku li ber te rabûne!
Em ji te re spas dikin ey Xwedê, Em spas dikin, çimkî navê te nêzik e, Karên te yên nedîtî, vê didin xuyan:
«Dema ku min kifş kiriye bê, Ezê bi rastiyê dadbar bikim,
Erd û hemû yên lê rûniştî heliyan, Stûnên wê min şidand.
Ji yên ku pesnê xwe didin re, min got, ‹Pesnê xwe nedin.› Ji xeraban re, min got, ‹Qiloçên xwe ranekin!›»
Qiloçê xwe jor ve ranekin, Nepeyivin, serî rakirî!
Çimkî ne li dera ku roj hiltê û ne jî li dera ku diçe ava, Ne jî ji çola çiyan dadbarî tê.
Dadger tenê Xwedê ye, Yekî nizim dike, yê din bilind dike.
Di destê Xudan de kase heye, Ji şereba kefdayî û tevlihev; Ew dirêje û tije dike kasê, Hemû xerabên ser rûyê erdê, vedixwin ji retma wê.
Ezê her û her vê bikim ilam, Pesnê Xwedayê Aqûb bidim bi lavijan:
«Ezê hemû hêza xeraban bişikînim, Belê wê hêza rastan bilind bibe.»
Li Cihûdayê Xwedê tê zanîn, Li Îsraêlê navê wî bilind e;
Holika wî li Salemê ye, Dera lê rûdinê li Sîyonê,
Wî li wê derê, tîrên bi agir, Şûr û mertal, çekên şer şikand.
Yê ku berz e tu yî, Tu ji çiyayên serfiraziyê rewnaqtir î.
Yên mêrxas hatin şêlandin, Wan xewa xwe kir, Yên herî hêzdar destê xwe nelebitandin.
Ey Xwedayê Aqûb, ji erzşikandina te, Ereba cengê jî, hesp jî nîvmirî bûn.
Tu, tirsdar î! Tu! Çaxê tu hêrs bibî, kî dîkare li ber te raweste?
Da ku tu xelas kî hemû bindestên dinê, Ey Xwedê, gava ku te dest pê kir bi dadbarkirinê,
Biryara te ji ezmanan hat bihîstin, Erd tirsiya û bêdeng ma.
Ya rast, xezeba mirov ji te re pesindan e, Xezeba bermayî, ji bo te bêziyan e
Sozên xwe ji Xudan Xwedayê xwe re bi cih bînin, Hemû yên li der û dora wî, Bila ji yê tirsdar re diyariyan bînin.
Ew, ruhê serokan dişikîne, Ji padîşahên dinê re tirsê tîne.
Dengê min li Xwedê ye, ez dikim feryad, Dengê min li Xwedê ye, da ku goh bide min.
Di roja teng de ez li Reb digerim, Ez bi şev destê xwe vedikim, Canê min teseliyê naxwaze.
Ez Xwedê bibîr tînim û dinalim, Ez difikirim û ruhê min dixeriqe.
Tu bi qelpaxên çavê min digirî, Dilê min teng dibe, ez nikarim bêjim.
Rojên çûyî, Ez salên dewrên çûyî fikirîm.
Bi şev, ez bi dil stranên xwe bibîr tînim, Ez, ji xwe bi xwe re dibêjim, Ruhê min ji dûrî û kûrî ve dipirse:
«Gelo wê Reb me her û her berde? Ma wê cardin qenciyê bi min neke?
Ma kerema wî her û her qediya? Ma sozên ku wî dabûn her û her betal bûn?
Gelo Xwedê, ji bîr kir berketinê? Ciyê dilovaniyê, stand hêrsê?»
Min got, «Ya ku min dêşîne ev e! Destê Yê Berz ê rastê, ne wek berê ye.»
Ez li karên Xudan digerim, Herîqayên wî yên kevin bibîr tînim.
Ez kûr li ser her karên te difikirim, Li ser kirinên te ji xwe derim.
Ey Xwedê, riya te di pîroziyê de ye! Kîjan îlah wek Xwedê gewre ye?
Xwedayê ku herîqeyan dike tu yî, Li nav gelan, te hêza xwe da nîşandan.
Te bi zendê xwe gelê xwe, Kurên Aqûb û Ûsîv rizgar kir.
Avan tu dîtî, ey Xwedê! Avan tu dîtî û tirsiyan, Kûrahî lerziyan.
Ewran ava xwe vala kir, Asûman deng da, Tîrên te firiyan.
Di babelîskê de gurmîna te hat bihîstin, Brûskê dinyayê ronahî kir, Erd lerizî û hejiya.
Riya te di deryayê de, Riyên te di avên mezin de bûn, Belê ne kifş bûn rêçên te.
Te bi destê Mûsa û Harûn Gelê xwe wek keriyekî ajot.
Ey gelê min, goh bide şîreta min, Xwar bike gohê xwe li ber peyvên min.
Ezê bi meselan devê xwe vekim, Sirrên demên berê bi ta ve vekim,
Me ew bihîst û pê deranî, Û bav û kalên me ji me re gotin.
Emê wan ji kurên te veneşêrin; Emê pesnê Xudan, Hêza wî û karên wî yên nedîtî, Ji nîfşên bê re bêjin.
Xudan, rêznameyek ji bo Aqûb deranî, Û li Îsraêlê şerîetek danî. Wî li bav û kalên me emir kir, Da ku wan fêrî zarokên xwe bikin.
Ji bo ku, nifşên bê, zarokên nûbûyî bizanin, Wan ji zarokên xwe re bêjin,
Bila hêviya xwe bi Xwedê ve girêdin, Karên Xwedê ji bîr nekin, Rêzikên wî bînin cîh;
Bila wek bav û kalên xwe serhişk û serhildar nebin, Ew nifş ku, bi ruhê xwe û bi dilê xwe, Ji Xwedê re dilsoz nebû.
Zaryên Efraîm ên bi tîr û çekdar, Di roja şer de şûn ve vegerîn.
Wan peymana Xwedê negirt, Û nexwestin li gor şerîeta wî rê ve herin.
Wan karên wî jibîrkirin, Karên nedîtî yên ku wî nîşanî wan da.
Li diyarê Misirê, li deşta Soanê, Wî li pêş bav û kalên wan, karên nedîtî kir.
Wî derya qelaşt û ew derbas kirin, Wî avan, wek dîwarekî rawestan.
Bi roj wî bi ewran, Bi şev, bi ronahiya agir rê nîşanî wan da.
Li çolê wî zinar qelaştin, Wek ku ji kûrahiyan tê, Wî têra wan av bi wan da vexwarin.
Wî ji zinaran av deranî, Wek çeman av herikand.
Belê wan li çolê, cardin li hember wî guneh kirin, Li hember Yê Berz îsyan kirin.
Xwarina ku dilê wan diçûyê xwestin, Di dilê xwe de Xwedê ceribandin.
Li hember Xwedê peyivîn û gotin, «Ma Xwedê dikare li çolê sifrê deyne.
Binêre, li zinar xist avê avêt, Lehî rabûn. Ma dikare nan jî bide? Ma dikare goşt jî bide gelê xwe?»
Xudan ev bihîst û gellek hêrs bû, Li hember Aqûb bû agir, Û li Îsraêlê hêrs bû;
Çimkî wan ji Xwedê bawer nekir, Û bi rizgarkirina wî ewle nebûn.
Xwedê emir kir li asîmanê jor, Û deriyên asîman vebûn;
Ji bo xwarinê, wî Mann bi ser wan de barand, Genimê asîman da wan.
Heryekî ji wan, xwar nanê hêzdaran, Heta ku ew têr bibin ji wan re xwarin şand.
Wî li asîman bayê rojhilat rakir, Bi hêza xwe, rê da bayê başûr.
Wî goşt wek tozê, Çûkên bi bazk wek qûma deryayê bi ser wan de barand;
Wan ew kir nav konên xwe, Danîn dora ciyên lê diman.
Bi vî awayî xwarin pirr têr xwarin, Xwedê bi cih anî ya ku xwestin.
Hê îştaha wan li cih, Xwarina wan di devê wan de bû,
Hêrsa Xwedê li hember wan rabû. Yên herî hêzdar kuşt, Mêrxasên Îsraêlê li erdê hêşt.
Li gel vê dîsa jî guneh kirin, Ji karên Xwedê yên ecêb bawer nekirin.
Loma Xwedê rojên wan bi valahiyê, Salên wan bi sawê qedand.
Gava wî ew dikuştin, ew li wî digeriyan, Ew poşman dibûn û bi dilxwazî bi pey Xwedê diketin.
Bibîr dianîn ku Xwedê zinarê wan bû, Xwedayê berz rizgarkarê wan bû.
Bi devê xwe, xwe bi wî xweş dikirin, Bi zimanê xwe jê re derew dikirin.
Çimkî dilê wan bi wî re ne rast bû, Bi peymana wî ve ne girêdayî bûn.
Belê Xwedê dilovan bû, Li fesadiya wan diborî, ew nedişandin helaqê; Gellek caran wî digirt hêrsa xwe, Wî nîşan nedida tevahiya xezeba xwe.
Bibîr dîanî ku ew mirov in, Wek bayê derbas dibin û nazivirin.
Gellek caran li çolê serî li ber wî hildidan, Li dera tenha ew hêrs dikirin!
Gellek caran wan Xwedê diceriband, Pîrozê Îsraêlê diêşand.
Wan bibîr nedianî destê wî, Û roja ku ew ji dijmin xelas dikirin,
Çawa li Misirê elamet nîşanî wan dida, Li deşta Tsoanê karên nedîtî dikir.
Wî çem û newalên Misirê, Ji bo ku venexwin, vegerand xwînê.
Mêşên ku wî şand nav wan, xwarin canê wan, Wî şand beqan, beqan welat qedand.
Wî zadê wan da cûbiran, Keda wan da kuliyan.
Wî rezê wan bi teyrokê, Darên hêjîran, bi qeşayê kuşt.
Wî pezê wan spart zîpikê, Keriyên wan da ber brûskên xerakir.
Wî hêrsa xwe ya sorbûyî, Xezeb, xişim û belayê, Partek milyaketên xerabiyê şand.
Wî rê li ber hêrsa xwe vekir, Canê wan, ji mirinê nedirixand, Jiyana wan da destê webayê.
Li Misirê hemû nuxiriyan, Li konê Ham, li zarokên pêşî xist.
Wî gelê xwe wek mêşinan bir, Wî li çolê ew wek keriyekî ajotin.
Wî ew bi ewlehî rêve birin, netirsiyan; Deryayê dabiland dijminê wan.
Wî ew anîn sînorê axa xwe ya pîroz, Anî çiyayê ku destê wî yê rastê qezenc kiribû.
Wî milletan, qewirand ji pêş wan, Wî axa wan par kir, Li konên wan, Eşîrên Îsraêlê cîwar kir.
Herçî ew in, wan Xwedayê berz diceriband, Serî hildidan, Şehadeta wî nedigirtin.
Wek bav û kalên xwe şûn ve vedigerîn, bêbextî dikirin, Wek kevanek xapînok xwar diçûn.
Bi pûtên xwe yên qewirandî ew didexisandin, Bi cihên wan ên bilind, ew hêrs dikirin,
Xwedê ev bihîst û hat xezebê, Îsraêlê bi tevahî red kir.
Konê ku li nav mirovan danîbû, Warê Şîlo terikand.
Wî hêza xwe şand surgûnê, Bedewiya xwe da destê dijmin.
Gelê xwe di şûr re derbas kir, Li mîrasa xwe hat xezebê.
Agir xortên wan xwar, Strana dîlanê ji keçên wan re nehat gotin.
Kahînên wan bi şûr ketin, Jinebiyên wan nikaribûn bigirîn.
Hingê Reb wek ku ji xewê hişyar bibe, Wek zilamê ku ji ber şerabê diqîre, hişyar bû.
Li dijminên xwe xist û belav kir, Wî rûreşiyeke herheyî da wan.
Û Xwedê dûndana Ûsîv red kir, Efrayîm eşîra xwe nebijart;
Tenê Cihûda eşîra xwe, Çiyayê Sîyonê yê ku jê hez dike bijart.
Perestgeha xwe wek bilindahiyan, Wek dinya ku herheyî ava kiribû, çêkir.
Û wî evdê xwe Dawid bijart, Wî ew ji hewşa miyan,
Ji wê dera ku wî li mêşinan dinihart, hilda. Da ku ew bibe şivanê gelê wî Aqûb, Şivanê mîrasa wî Îsraêlê.
Hingê Dawid bi durustî ji wan re bû şivan, Bi hunerê destê xwe rê nîşan da li ber wan.
Ey Xwedê, millet ketin mîrasa te, Qirêjî kirin perestgeha te ya pîroz, Orşelîmê kirin qûça keviran.
Laşên evdên te, ji bo xwarinê dan teyrên asîman, Goştê peywirên te dan cinawirên ser erdan.
Li dora Orşelîmê, xwîna wan wek avê rêtin, Tu kes nebû ku veşêre laşê wan.
Li pêş cîranên xwe em rûreş bûn, Em bûn pêkenî û şahiya yên der û dora xwe.
Heta kîngê ya Xudan? Ma wê her û her bajo xezeba te? Ma wê dexesiya te, wek agîr bişewite?
Tu xezeba xwe, bi ser miletên ku bi te nizanin, Bi ser welatên ku bang nakin navê te de birijîne.
Çimkî wan serê Aqûb xwar, Û welatê wî kirin çol.
Tu gunehê bav û kalên me, bibîr neyne li hember me, Tu dilovaniya xwe zû nîşan de ji bo me, Çimkî em gellek nizim bûn.
Ey Xwedayê rizgariya me, ji bo berziya navê xwe were alîkariya me, Me rizgar ke, ji bo xatirê navê xwe, me ji gunehên me pak ke!
Ma çima wê millet bêjin, «Ka Xwedayê wan li ku ye?» Bila di nav miletan de bê zanîn, ku ewê heyfa xwîna wan bê hilanîn, Û em vê bi çavê xwe bibînin!
Bila nalîna girtiyan bigîhije tebeqa te, Tu bi mezinahiya hêza xwe, biparêze zaryên mirinê.
Tu tinazkirina cîranên me yên ku bi te tinaz kirin, Heft qat li wan vegerîne ya Reb!
Û em gelê te, miyên mêrga te, Em her û her spas dikin ji bo te, Ji nifşan heta nifşan em digihînin pesindana te.
Ey şivanê Îsraêlê, goh bide, Tu ku, tu Ûsîv wek kerî dajoyî, Tu ku, tu li ser Kerûbiyan rûniştî yî, Ronahiya xwe bide,
Li pêş Efrayim, Benyamîn û Manasse, Hêza xwe hişyar ke, Were me rizgar ke!
Ey Xwedê me bizivirîne, Ruyê xwe bibiriqîne, da ku em rizgar bibin!
Ya Xudan, Xwedayê ordiyan, Ma tê heta kîngê, hêrs bibî ji dua gelê xwe?
Te nanê hêsirên çavan bi wan da xwarin, Bi elba mezin hêsirên çavan bi wan da vexwarin.
Te kir ku em bi cîranên xwe re pev biçin, Dijminên me di nav hev de şa dibin.
Ey Xwedayê ordiyan, me bizivirîne, Ruyê xwe bibiriqîne, ji me re rizgariyê bîne.
Te ji Misirê şivek dêliyê anî, Te milletan deranî û wê danî.
Te axa pêş wê vekir, Wê kûr tor berda, welat tije kir.
Çiya bi siya wê, Darên Xwedê yên sedir, bi guliyên wê hatin nixamtin.
Wê guliyên xwe heta Deryayê, Şaxên xwe heta Firatê berda.
Bo çi te xera kir sêncên wê? Hemû rêwî tirî jêdikin ji wê,
Berazê daristanan wê xera dikin, Heywanên kûvî dixwin ji wê.
Ey Xwedayê ordiyan, em lava dikin vegere! Ji ezmanan binêre û vê dêliyê bibîne.
Şiva ku te bi destê xwe yê rastê danî, Şaxê ku te ji bo xwe hêzdar kir bitoqlîne!
Bi agir hatiye şewitandîn, hatiye birrîn dêliya te, Bila bi awirên te yên tûj tune bibin, dijminê te!
Destê te, li ser wî zilamî ye, ku destê te yê rastê ye, Bila destê te, li ser wî be ku tu ji bo xwe hêzdar dikî!
Hingê em dev ji te bernadin; Me vejîne, emê bang bikin navê te!
Ya Xudan, Xwedayê ordiyan, me bizivirîne, Ruyê xwe bibiriqîne, rizgariya me bîne.
Ji bo Xwedayê ku hêza me hemûyan e, bi dengekî bilind şahiya xwe bînin ziman, Bi şahî biqîrin ji bo Xwedayê Aqûb!
Li tefê xin, Li çenga dengxweş, li lîrê xin.
Di heyva nû de, di heyva çardehşevî de, Li boriyê xin, di roja cejnê de.
Çimkî ev, qanûneke ji bo Îsraêl, Dadbariyeke Xwedayê Aqûb e.
Dema ku Xwedê li hember Misirê meşiya, Wî ev ji bo Ûsîv wek qanûn danî. Li wir, min zimanekî ku min pê nizanibû bihîst:
«Min pişta te, ji bar dûr kir, Destên te ji selikê azad bûn,
Te di tengahîyê de bang kir, min te azad kir, Piştî avêtina birûskê min tu bersîvand, Di ava Merîvayê de min tu ceriband.
Gohdar be ey gelê min, ez te hişyar dikim; Ey Îsraêl, te ez gohdarî bikirama!
Wê di nav we de îlahên xerîb nebin, Hûnê neperizin îlahek din!
Yê ku te ji diyarê Misirê deranî, Xwedayê te, Xudan ez im. Devê xwe baş veke ez dagirim!
«Belê gelê min, gohê xwe neda min, Û Îsraêlê ez nexwestim.
Min jî ew bi dilê wan ê hişk ve hêşt, Da ku ew bi şîretên xwe rêve herin.
Xwezî gelê min, gohê xwe bida min, Û Îsraêl di riyên min de bimeşiya!
Minê zû dijminên wan nizim bikira, Li hember neyarên wan destê xwe rakira!
Yên ku ji min nefret dikin, wê serî li ber min danîna, Wê ev rewşa wan her û her bajota.
Minê genimê herî baş bi we bida xwarin, Bi hingivê ji zinar, we bida têrkirin.»
Li civata Xwedê, Xwedê radiweste, Di nav îlahan de dadbariyê dike.
«Ma tê heta kîngê bi neheqî bidî biryar, Ji bo xeraban bibî meyildar?
Li doza yê lewaz û sêwiyan binêrin, Mafê bindest û feqîran biparêzin.
Yê lewaz û belengaz xelas kin, Wan ji destê xeraban azad kin.»
Ji ber ku hûn nizanin û fêm nakin, Û di tarîyê de digerin, Hemû bingehên erdê dihejin.
«Min got, ‹Hûn îlah in, Û hemû kûrên Yê Berz in!›
Dîsa hûnê wek mirovan bimirin, Wek yek ji serokan, hûnê bikevin!»
Rabe ey Xwedê, rûyê erdê dadbar bike! Çimkî hemû milet yên te ne.
Ey Xwedê, hiş nebe, Bêdeng û bêtevger nemîne ey Xwedê!
Binêre, dijminên te tevliheviyê dertînin, Yên ku ji te nefret dikin, serî hiltînin.
Li hember gelê te civînên hîlekar datînin, Li hember yên ku tu diparêzî, şêwr dikin.
Dibêjin, «Werin em wan tune bikin, bila nebin milet, Bila êdî navê Îsraêlê neyê bibîranîn!»
Hemûyan dilê xwe kirin yek, li hev şîret kirin, Li hember te peyman çêkirin:
Konên Edomê û Simaîliyan, Moab û Haceriyan,
Gebal, Ammon û Amalek, Gelê Sûr û Filîstî,
Aşûr jî bi wan re bû yek, Hêz dan lawên Lûtiyan.
Ya ku te bi Mîdyanê kir, bi wan jî bike, Çawa ku te bi Sîsera û li newala Kîşonê bi Yabîn kir.
Ew li Endorê helaq bûn, Ji bo axê bûn hok.
Esîlzadên wan, wek Oreb û Zeeb bike, Ya ku te anî serê Zehab û Salmûna, bîne serê begên wan.
Wan got, «Werin em mêrgên Xwedê, Ji xwe re bikin milk.»
Ey Xwedayê min, tu wan wek babelîska tozê, Wek kaya ber bayê bike!
Wek pêta ku daristanê dişewitîne, Wek alava ku çiyan digire,
Bi bagera xwe bi pey wan bikeve, Bi babelîska xwe wan têxe sawê!
Ruyê wan bi şermê binixême, Da ku li navê te bigerin ya Xudan.
Bila her û her şerm bikin û şaş bimînin, Bila tune bibin û rûswa bimînin.
Da ku hîn bibin navê te Xudan e, Li ser tevahiya dinê, tenê tu berz î.
Ey Xwedayê ordiyan, Çiqas xweş e ciyê te.
Canê min bêriya hewşên Xudan dike, Jê re dixeriqe, Dilê min û bedena min, Xwedayê jîndar bi şahî bibîr tîne.
Di gorîgehên te de, Heta beytikê ji xwe re malek, hechecikê jî, Ji bo danîna ferxikên xwe, ji xwe re hêlînek dît. Ey Xudanê ordiyan, padîşah û Xwedayê min!
Xwezî bi wan ku li mala te rûdinên, Ew hergav spasdarên te ne.
Xwezî bi wî ku hêza xwe ji te distîne! Riya heca Siyonê di dilê wî de ye.
Gava ew di Geliyê Bekayê re derbas dibin, Ew wê derê dikin serê kaniyê, Bila bi barana pêşî re, ew der bibîne adaniyê.
Çiqas here wê hêzdar bibin, Wê li Siyonê, ji alî Xwedê ve bên dîtin.
Ya Xudan, Xwedayê ordiyan goh bide dua min, Goh bide ey Xwedayê Aqûb.
Ey Xwedayê ku mertalê me ye, binêre, Ruyê meshkiriye xwe bibîne!
Rojeke li hewşên te, Ji hezar rojan çêtir e; Di şûna ku ezê li konê xerabiyê rûnêm, Li mala Xwedê, li ser sekokê rûniştin, çêtir e ji bo min.
Çimkî Xudan Xwedê roj û mertal e. Kerem û berziyê dide; Ji her kesê ku bi durustî dimeşe, tu qenciyê nadirixîne.
Ey Xudanê ordiyan, Yê ku bi te ewle ye, çiqas dilgeş e!
Ya Xudan, tu ji diyarê xwe razî mayî, Te Aqûb ji surgûnê bi şûn ve anî.
Te gunehê gelê xwe bexişand, Hemû sûcên wan nuxumand.
Te, hemû xezeba xwe da alî, Dev ji kela hêrsa xwe berda.
Ey Xwedayê rizgariya me, me bizivirîne, Hêrsa xwe ya li hember me daxîne!
Ma tê her û her hêrs bibî li me? Û hêrsa te bajo li hember hemû nifşên me?
Da ku gelê te bi te şa be, Tê me cardin nevejînî?
Ya Xudan kerema xwe nîşan bide me, Rizgarkirina xwe bide me!
Xwedê Xudan çi bêje ezê gohdar bim; Ewê ji gelê xwe û dilsozên xwe re aştiyê bêje, Da ku ew, cardin venegerin bêaqiliyê.
Rizgarkirina wî, nêzikî wan e ku ji wî ditirsin, Da ku keremê li diyarê me bide rûniştin.
Wê hezkirin û kerem bigihîjin hev, Aştî û rastdarî, ramûsin hev.
Wê rastî li erdê şîn bibe, Rastdarî ji jor ve binêre.
Wê Xudan ya qenc bide, Û axa me berê xwe bide.
Wê rastdarî li pêş wî bimeşe, Û ji gavên wî re rê çêke.
Ya Xudan, gohê xwe xwar ke û bersîv bide min, Çimkî ez bindest û belengaz im.
Canê min biparêze, çimkî ez peywirê te me. Ey Xwedê, tu xelas ke evdê xwe yê bi te ewle!
Li min were rehmê ya Reb, Çimkî ez ji te re lava dikim tevahiya rojê.
Tu canê evdê xwe şa ke, Çimkî ya Reb, ez canê xwe ji bo te bilind dikim.
Çimkî ya Reb, tu qenc û bexişkar î, Ji hemû yên ku bang dikin te re keremdar î.
Goh bide dua min ya Xudan, Bibihîze lavakirina min!
Di roja teng de ez bangî te dikim, Çimkî, tu didî bersîva min.
Ya Reb, di nav îlahan de tunin yên mîna te, Ne jî karên wek karên te.
Ya Xudan, hemû miletên ku te afirandine wê werin, Biperizin te, li ber te bigerin, Û ewê berzî bidin navê te.
Çimkî tu mezin î û karên nedîtî dikî, Xwedayê tenê tu yî.
Ya Xudan, riya xwe hînî min bike, Ez li gor rastiya te bimeşim, Dilekî yekpare bide min, da ku ez bitirsim ji te.
Ya Reb Xwedayê min, ez bi hemû dilê xwe spas dikim ji te re, Ezê navê te her û her berz bikim.
Çimkî mezin e, kerema te ya ji bo min, Ji diyarê miriyan ên kûr, te xelas kir canê min.
Ey Xwedê, qure li hember min rabûn, Garana zordaran li kuştina min geriya, Û wan tu nehesibandin,
Herçî tu yî, ya Reb, Tu dilovan û keremdar î, Kerem û rastiya te pirr e, tu sebirdar î.
Li min bizivire û li min were rehmê, Hêza xwe bide evdê xwe, Xelas bike kurê qewraşa xwe.
Nîşanek qenciyê bi min bide dîtin; Da ku yên ji min nefret dikin, bibînin û şerm bikin; Çimkî tu ya Xudan, tu ji min re bûyî alîkar û xemrevîn,
Bingeha wê, li ser çiyayê pîroz e.
Xudan ji deriyên Siyonê, Ji hemû avahiyên Aqûb bêtir hes dike.
Li ser te peyvên berziyê tên gotin, ey bajarê Xwedê:
«Di nav yên ku min dinasin de, Ezê Rahav û Babîlê bibîr bînim, Va ye Filîstî, Sûr û Hebeş. Ev mirov li wê derê çêbûne.»
Belê wê ji bo Siyonê weha bê gotin: «Ev zilam û hemû yên din, li wê derê çêbûn. Û Yê Berz bi xwe, wê derê qayim dike.»
Çaxê ku Xudan miletan binivîse, Wê bêje, «Ev li Siyonê çêbûne.»
Stranbêj û govendger, Wê bêjin, «Hemû çavkaniyên min ji te ne!»
Ya Xudan, Xwedayê rizgariya min, Şeveroj, ez li ber te dikim hawar.
Bila dua min bigihîje te, Tu goh bide hawara min.
Çimkî ez ji tengahiyan têr bûm, Û jiyana min nêzikî diyarê miriyan bû.
Ez bi yên di çala mirinê de têm jimartin, Wek zilamê bê alîkar im.
Wek yê ku hatiye avêtin nav miriyan, Wek kuştiyê li gorê vezelandî, Wek wan ên ku êdî tu bibîr naynî, Wek wan ên ku ji destê te hatin birrîn.
Te ez kirim çala herî kûr, Te ez avêtim tarî û kûrahiyan.
Xezeba te bi ser min de hat, Û te bi hemû pêlan ez pelçiqandim.
Te nasên min ji min dûr kir, Min li pêş wan mekrûh kir. Derî li ser min hat radan, da ku ez nerevim.
Ji berketinê çavê min ditemirin, Her roj min bangî te kir, ya Xudan, Min destên xwe li ber te vekir.
Ma tê nuwazeyên xwe nîşanî miriyan bidî? Ma wê siya miriyan rabe û pesnê te bide?
Ma kerema te li gorê, Dilsoziya te li diyarê helaqê tê bihîstin?
Ma harîqayên te di tariyê de, Qenciya te li diyarê jibîrkirinê tê zanîn?
Belê min ya Xudan, min li te kir hawar, Û dua min a serê sibê digihîje tê.
Tu çima min ji xwe davêjî, ya Xudan, Tu çima rûyê xwe ji min vedişêrî?
Ez ketime, ji ciwaniya xwe ve li ber mirinê me, Min sawa te kişand, ez şaş mam.
Xezeba te bi şid di ser min re derbas bû, Tirsa te ez qedandim.
Tevahiya rojê wek avê dor li min pêçan, Û hemûyan bi hev re ez rapêçam.
Te dost û hevalan ji min dûr kir, Nasên min jî di tariyê de ne.
Ezê kerema Xudan her û her bi stranan bêjim, Dilsoziya wî ji hemû nifşan re bi devê xwe bêjim.
Ez dibêjim kerema te her û her ava ye, Dilsoziya te mayindar e, wek ezmana ye,
Te got, «Min bi bijartiyê xwe re peyman danî, Ji evdê xwe Dawid re sond xwar:
Ezê nîjada te her û her bihêlim, Û textê te ji bo her nifşî biparêzim.»
Ezman, pesnê harîqayên te didin ya Xudan, Di civata ezmaniyan de dilsoziya te, tê pesindan.
Ma li ezman, kî ji Xudan re heval tê nîşandan? Di nav yên ezmanî de, kî heye wekî Xudan?
Di civata ezmaniyan de ew Xwedêyek pirr bi heybet e, Ji hemû yên li der û dora xwe ew bêtir tirsdar e.
Ya Xudan, Xwedayê ordiyan, Ma kî bi qasî te hêzdar e ya Xudan? Dilsoziya te, te dipêçe.
Tu li pozbilindiya deryayê hukum dikî, Gava ku pêl radibin tu wan didî rawestan.
Te Rahab, wek zilamekî kuştî pelçiqand, Bi hêza zendê xwe, dijminê xwe ji hev qetand.
Ezman yên te ne, erd jî; Dinê û tijehiya wê, te ava kir.
Bakûr û başûr te çêkir, Çiyayên Tabor û Hermon Bi navê te şa dibin.
Milên te hêzdar in, Destê te xurt, destê te yê rastê bilind e.
Bingeha textê te, dadperwerî û rastdarî ye, Kerem û dilsozî li pêş te rê ve diçin.
Xwezî bi wî gelî ku dizane bi şahî biqîre! Û di ronahiya rûyê te de dimeşe, ya Xudan.
Tevahiya rojê bi navê te şa dibin, Û bi rastdariya te bilind dibin.
Çimkî tu berziya hêza wan î, Bi qenciya te, qiloçê me bilind dibe.
Çimkî mertalê me, yê Xudan e, Padîşahê me jî, Yê Pîroz ê Îsraêlê ye.
Hingê te ji peywirên xwe re, Bi xewnerojekê got: «Min alîkariya mêrxasekî kir, Di nav gel de yê bijartî bilind kir.
Min evdê xwe Dawid dît, Bi rûnê xwe yê pîroz ew mesh kir.
Wê destê min bi wî re be, Milê min jî hêz bide wî.
Wê dijmin ji wî nestîne bêş, Lawê xerabiyê wî biçûk neke.
Ezê li pêş wî bişikînim dijminên wî, Ezê li wan xim, yên ku nefret dikin ji wî.
Wê dilsozî û kerema min bi wî re be, Bi navê min hêza wî bilind bibe.
Ezê destê wî deynim ser deryayê, Destê wî yê rastê deynim ser çeman.
Ewê ji min re bêje, ‹Bavê min tu yî, Tu Xwedayê min, zinarê rizgariya min î.›
Ez jî, ezê wî bikim kurê xwe yê pêşî, Di nav padîşahên dinê de bikim yê herî bilind.
Ezê her û her kerema xwe nîşanî wî bidim, Û peymana min her bi wî re be.
Ezê nîjada wî her û her, Textê wî heta ku ezman hebe bihêlim.
«Eger zarokên wî dev ji şerîeta min berdin, Û li gor dadbariyên min rêve neçin;
Eger şerîeta min xera kin, Û emrên min negirin,
Hingê ezê serhildanên wan bi dar, Sûcên wan bi lêdanê ceza bikim.
Belê ez kerema xwe ji wî bi şûn de nastînim, Dilsoziya xwe li derewê venagerînim.
Peymana xwe xera nakim, Ya ku ji lêvên min derketiye naguhêrim.
Carekê, min li ser pîroziya xwe sond xwar, Ezê ji Dawid re derew nebêjim.
Wê nîjada wî her û her bajo, Textê wî li pêş min wek rojê bimîne,
Wek hîva ku her û her dimîne, Wê ezman wek şahidê dilsoz be.»
Belê te, dev jê berda û ji xwe avêt, Tu li yê xwe yê meshkirî hatî xezebê.
Te ji peymana xizmetkarê xwe nefret kir, Te taca wî bi axê qirêjî kir.
Te hemû dîwarên wî xera kir, Wêran kir hemû kelehên wî.
Hemû yên ku di rê de derbas dibin wî dişelînin, Di nav cîranên xwe de şermî bû ew.
Te destê rastê yê dijminên wî ra kir, Te hemû dijminên wî şa kir.
Te devê şûrê wî jî, werrivand, Û kir ku ew di şer de bişikê.
Te dawî li rewnaqiya wî anî, Textê wî li bin gohê erdê danî.
Te rojên xortaniya wî kurt kir, Ser wî bi şermê nixamt.
Ma heta kîngê ya Xudan? Ma tê her û her veşêrî? Heta kîngê wê xezeba te wek agir bişewite?
Jiyê min çiqas kurt e, bibîr bîne. Te ji bo çi tiştên vala, mirov afirandine!
Yê ku jiyaye û mirin nedîtiye, Yê ku ji destê diyarê miriyan canê xwe xelas kiriye, kî ye?
Ya Reb, li ku ma ew kerema te ya pêşî? Ya ku te bi dilsoziya xwe ji Dawid re sond xwaribû!
Ya Reb, riswabûna evdên xwe bibîr bîne, Ez loma hemû miletan, Di dilê xwe de hildigirim.
Dijminên te bi wê tinazên xwe kirin ya Xudan, Bi wê, bi şopên mesha te tinazên xwe kirin.
Xudan her û her pîroz be! Amîn û amîn.
Ya Reb, tu ji me re star bûyî, Hemû deman.
Hê beriya ku çiya çêbin, Hê beriya ku tu erdê û dinyayê biafirînî, Ji bêdestpêkî heta bêdawîtiyê, tu Xwedê yî.
Tu mirov dizivirînî axê, Tu dibêjî, «Ey kurê mirov, bizivirin axê!»
Çimkî di çavê te de hezar sal, Wek do, derbas bûye. Wek nobeta şevê ye.
Tu wan dimalî û dibî, ew wek xewnewkê ne, Ew wek giyayê serê sibê ne;
Serê sibê kulîlk dide û mezin dibe, Êvarê diçilmise û ziwa dibe.
Em bi hêrsa te telef dibin, Û bi xezeba te şeperze dibin.
Te sûcên me danîn ber xwe, Te gunehên me yên bi dizî danî ber roniya rûyê xwe.
Hemû rojên me, bi xezeba te diborin, Em wek hilmekê, diqedînin salên xwe.
Rojên jiyana me heftê sal in, Em bi sihet bin, belkî heştê sal; Salên herî xweş, bi zehmet û bi keder, Zûka derbas dibin û em jî, difirin û diçin.
Kî bi hêza xezeba te dizane? Çimkî xezeba te, bi qasî tirsa ji te ye.
Loma tu, jimartina rojên me hînî me ke, Da ku em dilekî şehreza bistînin.
Jêgere ya Xudan! Ma wê heta kîngê hêrsa te bajo? Li xizmetkarên xwe were rehmê!
Serê sibê me bi kerema xwe têr bike, Da ku em di hemû rojên xwe de şa û dilgeş bin.
Bi qasî rojên ku te em kirin tengahiyê, Li gor salên ku em di belayê de bûne, Tu ewqasî me şa bike.
Bila karê te ji xizmetkarên te re, Rewnaqiya te li ser zarokên wan were dîtin.
Bila qenciya Xwedê, Rebê me li ser me be. Keda destê me, ji bo me berdar bike. Erê, keda destê me berdar bike.
Yê ku, li stara Yê Herî Berz rûdinê, Wê di bin siya Karîndar de aram be.
Ez ji bo Xudan dibêjim, «Ew birc û stara min e, Ew Xwedayê min e, ez bi wî ewle me.»
Çimkî ew, te ji dafika nêçîrvan, Ji nexweşîna ku dibe mirinê rizgar dike.
Ew bi bazkên xwe te dinixême, Tu xwe davêjî bin milên wî. Dilsoziya wî dibe mertal û kozika te.
Ne tu ji sawa şevê ditirsî, Ne jî ji tîrê ku bi roj difire.
Ne ji nexweşîna ku di tariyê de digere, Ne jî ji xerakirina ku navê rojê tune dike.
Li ba te hezar, Li milê te yê rastê deh hezar bikevin jî, Lê ew nêzikî te nabe.
Tu tenê bi çavê xwe dinêrî, Û cezayê xeraban dibînî.
Bi rastî ya Xudan, tu stara min î. Te, Yê Herî Berz ji xwe re kir cî û war,
Wê xerabî dest nede te, Nexweşîn neyê nêzikî konê te.
Da ku di hemû riyên te de, te biparêzin, Wê ji bo te, emir li milyaketên xwe bike.
Ji bo ku lingê te li kevirekî nekeve, Wê li ser destê xwe, te hilgirin.
Tê pê li şêr û koremar bikî û biborî, Tê şêrê ciwan û marê ziya bipelçiqînî.
«Ji ber ku ji min hez kir, ezê wî xelas kim, Ezê wî biparêzim, çimkî navê min nas kir.
Ewê bangî min bike, ezê wî bibersivînim, Di tengahiyê de li ba wî bimînim, Ezê wî azad kim, berziyê jê re bînim.
Ezê wî bi jiyê dirêj têr kim, Nîşanî wî bidim, rizgarkirina xwe.»
Ya Xudan, ji te re spaskirin, Ey Yê Herî Berz, bi lavijan pesnê navê te dayin,
Serê sibê kerema te, Her şev dilsoziya te,
Bi tembûra deh têl, bi çeng û bi lîrê, Bi dengê bi aheng îlankirin, çi xweş e!
Çimkî ya Xudan, te bi karê xwe ez şa kirim, Li ber karên destê te, ez bi şahî lavijan dibêjim.
Karên te çi mezin in, ya Xudan! Û çiqas kûr in ramanên te!
Zilamê evdal nizane, Û yê ehmaq, vê fêm nake.
Wek giya şînbûna xeraban, Hergav şaxdayina yên ku dikin fesadiyan, Ji bo her û her hilweşîna wan e.
Belê tu ya Xudan, tu her û her berz î.
Va ye, dijminên te ya Xudan, Va ye, wê dijminên te tune bibin, Hemû yên sûcdar, wê belav bibin.
Te ez bi qasî gakuviyekî hêzdar kirim, Rûnê teze bi serê min de rêt.
Çavên min, ketina dijminên min dîtin, Gohên min, şikestina dijminên min bihîstin.
Zilamê rastdar, wê wek dara xurmê geş bibe, Wek dara Sedir a Lubnanê mezin bibe.
Ew li mala Xudan hatine danîn, Wê li hewşa Xwedayê me şitil bidin.
Wê di pîrbûna xwe de jî meyve bidin, Ewê terr û şîn bin.
Ewê nîşan bidin ku Xudan rast e! Zinarê me ew e, li ba wî neheqî tune.
Xudan serweriyê dajo, bi rewnaqî rapêçandî, Hêzê li xwe kiriye, bi hêzê rapêçandî. Dinya zexim hatiye avakirin, naleqe.
Textê te, ji demên kevin ve hatiye avakirin, Tu ji beriya destpêkê ve heyî.
Lehî radibin, ya Xudan, Lehî bi rabûna xwe dikin gurmîn, Lehî pêlên xwe bilind dikin.
Xudanê li jor, Ji gurmîna avên mezin, Ji pêlên deryayê yên har hêzdartir e.
Şîretên te pirr dilsoz in; Her û her ya Xudan, Pîrozî bi mala te dikeve.
Ya Xudan, ey Xwedayê tolstên, Ey Xwedayê tolstên, ronahiya xwe belav ke!
Ey dadgerê dinê, rabe, Bergîdana qureyan bide!
Ya Xudan, wê heta kîngê xerab, Wê heta kîngê xerab şa bin?
Gotinên vala bi quretî dibêjin, Sûcdar tev pesnê xwe didin.
Ya Xudan, ew dipelçînin gelê te, Derd didin mîrasa te.
Ew jinebî û xerîban dibirrin, Û sêwiyan dikujin.
Û dibêjin, «Xudan nabîne, Xwedayê Aqûb nafesilîne.»
Ey hûn, evdalên nav gel, fêm bikin; Ey ahmeqno, hûnê kîngê bi aqil bibin?
Ma yê ku goh çêkirî nabihîze? Yê ku çav çêkirî nabîne?
Ma yê ku zanîn hîn kirî însan? Ceza nake, perwerdekarên miletan?
Xudan dizane bi ramanên mirovan, Û bi valahiya ramanên wan.
Çi dilgeş e ya Xudan, yê ku te perwerde kirî, Û yê ku te şerîeta xwe pê hînkirî!
Heta ku ji yê xerab re çal tê kolan, Tu di rojên tengahiyê de rihetiyê didî wan.
Çimkî Xudan gelê xwe ji xwe navêje, Û mîrasa xwe bernade.
Çimkî, wê dadbarî li rastiyê vegere, Û yên dilpaqij, bidin dû wê.
Ma wê kî ji bo min li hember xeraban rabe? Wê ji bo min kî li ber sûcdaran derkeve?
Eger Xudan nebûya alîkarê min, Niha zû çûbû diyarê bêdengiyê canê min.
Gava ku min got, «Lingê min dişemite,» Kerema te ez girtim, ya Xudan.
Gava ku tengahî dadigirin hundirê min, Xemrevandina te rihet dike canê min.
Ma serwerên xerab, dikarin ji te re bibin hevalbend? Û yên ku bi qanûnê neheqiyê dikin?
Ew li hember yê rast dicivin, Yê bêrî, bi mirinê mehkum dikin.
Belê Xudan ji bo min birca bilind e, Û Xwedayê min, zinarê xwespartinê ye.
Wî sûcê wan li wan vegerand, Wê bi xerabiya wan, wan bibirre û bavêje, Wê Xwedayê me Xudan, wan bibirre û bavêje.
Werin em bi şahî bang bikin Xudan, Ji zinarê rizgariya xwe re bi şahî bikin qêrîn,
Em bi spasî derkevin pêşberî wî, Em lavijên şahiyê bêjin ji bo wî!
Çimkî Xudan, Xwedayekî mezin e, Di ser hemû îlahan de ew padîşahê mezin e.
Derên kûr ên erdê di destê wî de ne, Bendavên çiya jî yên wî ne.
Derya ya wî ye, çimkî wî afirandiye, Erd jî bi destê wî çêbûye.
Werin em biperizinê û şa bibin, Li pêş Xudanê ku em afirandine herin ser çokan.
Çimkî ew Xwedayê me ye, Û em jî gelê mêrga wî, Miyên ber destê wî ne. Xwezî we îro dengê wî bibihîzta,
Wek li Merîbayê û wek roja Massayê li çolê, Dilê xwe hişk nekin.
Li wir bav û kalên we, di gel ku karên min dîtin, Wan ez sihêtî kirim û ez ceribandim.
Çil salan min derdê wî nifşî kişand, Min got, «Ev miletek dilşaşbûyî ye, Wan bi riyên min nizanibûn.»
Loma min bi hêrs sond xwar: «Ewê nekevin rihetiya min.»
Lavijek nû ji Xudan re bixwînin! Ey tevahiya dinyayê, ji Xudan re lavijan bêjin!
Lavijan bêjin, navê Xudan pîroz bikin, Her roj mizgîna rizgarkirina wî bidin!
Berziya wî li nav miletan, Karên wî yên nedîtî li nav hemû gelan belav kin!
Çimkî Xudan mezin e û hêjayî pesindanê ye, Ji hemû îlahan bêtir, ji wî tê tirsîn.
Çimkî hemû îlahên gelan pût in, Lê yê ku ezman afirand Xudan e.
Berzî û mezinahî li pêş wî ne, Hêz û xweşikî li perestgeha wî ne.
Ey hûn malbatên gelan, pesnê Xudan bidin, Pesnê hêz û berziya Xudan bidin,
Pesnê berziya navê Xudan bidin, Pêşkişiyan bînin û têkevin hewşên wî!
Di nav berziya pîroz de biperizin Xudan! Ey tevahiya dinê li pêş wî bilerizin!
Di nav miletan de bêjin, «Xudan serweriyê dajo.» Dinya saxlem hatiye avakirin, naleqe. Ew bi dadperwerî gelan dadbar dike.
Bila ezman şa bin, erd dilşa be! Bila derya û hemû yên tê de, bikin gurmîn!
Bila zevî û hemû yên tê de şa bin! Hingê tevahiya darên daristanê, Wê li pêş Xudan bi şahî bistrên.
Çimkî ew tê! Ew tê, ji bo dadbarkirina erdê. Ewê dinê bi dadperwerî, Û miletan bi rastdariya xwe dadbar bike.
Serweriya Xwedê dajo, bila erd şa be, Bila hemû keviyên deryayan şa bin!
Ewr û tarî li der û dora wî ne, Rastdarî û dadperwerî bingeha textê wî ne.
Agir li pêş wî diçe, Li der û dorê, dijminên wî dişewitîne.
Birûskên wî dinyayê ronahî kirin, Erdê dît û lerizî.
Li pêş Xudan, li pêş Rebê tevê erdan, Çiya dihelin wek şimayê.
Ezman rastdariya wî didin bihîstin, Hemû milet berziya wî dibînin.
Hemû yên ku diperizin pûtan, Û pesnê xwe bi pûtên pûç didin, bila şerm bikin! Ey îlahno, biperizin Xudan!
Sîyonê bihîst û şa bû, Keçên Cihûdayê şa bûn, Ji ber dadbariya te, ya Xudan.
Çimkî ya Xudan, Herî Berzê dinê tu yî, Tu li ser hemû îlahan, pirr li jor î.
Ey hûn hezkirên Xudan, nefret bikin ji xerabiyan. Canê dilsozên xwe ew diparêze, Ew wan azad dike, ji destê xeraban.
Ji bo rastan ronahî, Ji bo dilpakan şahî tê çandin.
Ey yên rast, bi Xudan şa bin, Pîroziya wî bibîr bînin û spas bikin!
Ji Xudan re lavijek nû bixwînin, Çimkî wî karên nedîtî kir, Wî bi destê xwe yê rastê û zendê xwe yê pîroz serketin anî.
Xudan rizgarkirina xwe da bihîstin, Rastdariya xwe li pêş çavê miletan nîşan da.
Hezkirin û dilsoziya xwe ya, Ji gelê Îsraêlê re bibîr anî; Çaraliyên dinê, rizgarkirina Xwedayê me dît.
Ey tevahiya dinê, ji bo Xudan bi şahî biqîrin! Bi lavijên şahiyê, erd û ezman rakin ser lingan!
Bi lîrê spas bikin ji bo Xudan, Bi çengê û dengê xweş bidin spasiyan!
Bi zirnê û bi dengê boriyan, Li pêş Xudanê ku padîşah e, bi şahî biqîrin.
Bila derya û tijebûna wê, Dinya û yên lê rûdinên biqîrin.
Bila çem, li çepikan xin, Çiya bi hev re, bi şahî biqîrin li pêş Xudan.
Çimkî ew tê, Da ku dadbar bike dinê bi edaletê, Ewê gelan, bi rastiyê dadbar bike.
Xudan serweriya xwe dajo, bila bilerizin gel! Ew li ser Kerûbiyan li text e, Bila bilerize erd.
Xudan li Siyonê mezin e, Li ser tevahiya gelan li jor e.
Bila her kes pesnê navê te yê mezin û bi bizdan bide! Ew pîroz e.
Ey padîşahê hêzdar û dadhez, Tu wekheviyê ava dikî, Di nîjada Aqûb de, te rastdarî û dadperwerî pêk anî.
Xudanê me, Xwedê berz bikin, Li ber pêpelûka lingê wî biperizin! Ew pîroz e.
Mûsa û Harûn kahînên wî bûn, Samûel jî yek ji wan bû, ku bi navê wî bang dikirin, Wan bang kir Xudan, Wî ew bersîvandin.
Wî di stûna ewr de ji wan re got, Wan şîretên wî û qanûna ku wî daye wan, Bi cih anî.
Ya Xudan, Xwedayê me, te bi xwe ew bersîvandin; Her çi, te ji karên ku kirin tol sitand jî, Tu li hember wan Xwedayek bexişkar bûyî.
Xwedayê me Xudan berz bikin, Li çiyayê wî yê pîroz herin ser çokan, Çimkî Xwedayê me Xudan pîroz e.
Ey tevahiya dinyayê, bi şahî ji bo Xudan biqîrin!
Bi şahî biperizinê, Bi lavijên şahî derkevin pêşberî wî!
Bizanibin ku Xudan Xwedê ye. Wî em afirand, em yên wî ne, Em gelê wî, miyên mêrga wî ne.
Bi spasî derbas bibin, di derê wî de, Bi pesindan têkevin hewşên wî! Ji wî re spas bikin, pîroz bikin navê wî!
Çimkî qenc e Xudan, Heskirina wî her û her e. Dilsoziya wî herdem dajo.
Ezê kerem û dadperweriya te bi lavijan bêjim, Ezê bi îlahiyan pesnê te bidim, ya Xudan.
Ezê bi şehrezayî di riya tekûziyê de herim, Tê kîngê werî ba min? Di hundirê mala xwe de bi tekûziya dil bigerim.
Ezê tucar rê nedim ya xerab, Nefret dikim ez ji karê durûyan, Ew napeşke min.
Bila ji min dûr be durûtî, Ez nas nakim xerabiyê.
Ezê tune bikim, yê ku fesadiya dostê xwe dike, Ez ranagirim yê ku ji jor de dinêre, dilqure ye.
Çavê min li ser zilamên dilsoz ên welat e, Ez dixwazim ew li ba min rûnên; Yê ku li ser riya rast e, ewê ji min re bike xizmet.
Wê li mala min rûnenê zilamê hîlekar, Li ber çavê min nemîne, yê derewkar.
Ezê her sibe, tune bikim xerabên welat, Da ku ez ji bajarê Xudan, bavêjim hemû kesê fesad,
Ya Xudan, bibihîze dua min, Bila bigihîje ba te feryada min.
Di roja teng de tu rûyê xwe li min nezivêre, Goh bide dengê min, Roja ku min bangî te kir, tu zû bide bersîva min.
Çimkî rojên min, wek dûmanê tune dibin, Wek êzingê agirpêketî, dişewitin hestiyên min.
Dilê min, wek giyayê çilmisî ziwa bû, Min nan xwarinê jibîr kir.
Ji ber nalînên xwe, Heliyam, ez çerm û hestî mam.
Ez wek bûmê çolê me, Wek kundê li nav wêranê me.
Xew nakeve çavê min, Wek beytika tenê ya li ser ban im.
Dijminên min, tevahiya rojê neheqiyê dikin li min, Yên ji min hêrsbûyî, naletê tînin li navê min.
Çimkî ji ber hêrs û xezeba te, Ez wek nan, xweliyê dixwim,
Û ez hêstirên çavê xwe vedixwim. Çimkî te ez hildam û li erdê xistim.
Rojên min wek siya berê êvarê ne, Û ez, wek giya çilmisîm.
Belê tu ya Xudan, tu her û her li ser textê xwe yî, Û hemû nifş, wê te bibîr bînîn.
Tê rabî û ji Siyonê re dilovaniyê nîşan bidî, Dema li wê rehimkirinê ye, ew dema kifşkirî hat.
Evdên te, ji kevirê wê derê hez dikin, Ber toza wê derê dikevin.
Netew ji navê Xudan, Hemû padîşahên dinê ji rewnaqiya te ditirsin.
Çimkî wê Xudan Sîyonê ji nû ve ava ke, Û bajêr bi rewnaqî xuya ke.
Wê dua hejaran bibihîze, Lavakirina wan biçûk nebîne.
Bila ev ji bo nifşên bê were nivîsîn, Û gelê ku hê çênebûye, Ji Xudan re spas bike.
Çimkî Xudan, ji bilindahiya pîrozgeha xwe, Ji ezmanan, li erdê nihart.
Da ku nalînên girtiyan bibihîze, Û zaryênên mirinê rizgar ke.
Gava ku gel û padîşahî Ji bo perizîna Xudan bicivin,
Wê navê wî li Siyonê, Pezindana wî li Orşelîmê bê bihîstin.
Di nîvê rê de Xudan hêza min qels kir, Rojên min kêm kir.
Min got, «Ey Xwedayê min, di nîvê rojên min de tu min nestîne! Salên te, dewran bi dewran dajon!
«Te ji berê ve bingeha dinyayê danî, Ezman jî karên destê te ne.
Ewê tune bibin, belê tê bimînî. Ewê hemû wek kincekî kevin bibin. Tê wan wek xiftanekî biguhêrî, Ewê biguherin.
Belê tu hergav wek xwe yî, Dawiya salên te, tune.
Wê li ber çavên te bijîn zarokên evdên te, Nîjada wan wê raweste li pêş te.»
Ey canê min, Xudan pîroz ke! Pesnê navê wî yê pîroz bide, ey hemû hebûna min!
Ey canê min, Xudan pîroz ke! Û jibîr neke, hemû qenciyên wî!
Yê ku hemû sûcên te dibexşîne, Yê ku ji hemû nexweşînên te re şîfayê tîne,
Yê ku canê te ji gorê dertîne, Yê ku taca kerem û dilovaniyê li te dike,
Ew e, yê ku hemû jiyana te, bi qenciyê têr dike, Da ku xortaniya te, wek eyloyekî nû bibe.
Xudan ji hemû bindestan re, Dilsoz û dadperwer e.
Wî riyên xwe bi Mûsa, Karên xwe bi kurên Îsraêlê da zanîn.
Xudan dilovan û keremdar e, Zû hêrs nabe, hezkirina wî zêde ye.
Ew hergav sûcdar nake, Hêrsa wî her û her najo.
Ew li gor sûcên me bi me re nade û nastîne, Li gor sûcdariya me heyfê ji me hilnayne.
Çimkî ezman ji erdê çiqas bilindtir be, Heskirina wî ya ji yên ku ji wî ditirsin re ewqas mezin e.
Rojhilat ji rojava çiqas dûr be, Wî gunehên me ewqas ji me dûr kir.
Bav, çawa ber zarokên xwe dikeve, Xudan jî ewqas, ber yên ku jê ditirsin dikeve.
Çimkî ew bi afirandina me dizane, Ew bibîr tîne ku em ax in.
Herçî mirov e, rojên wî wek giya ne, Wek kulîlkên çolê geş dibe;
Ba di ser re derbas dibe, tune dibe, Êdî ciyê wî, wî nas nake.
Belê kerema Xudan, her û her li ser wan e ku jê ditirsin, Dilsoziya wî, li ser zarokên zarokên wan e,
Li ser wan e, Ew yên ku peymana wî digirin û emrên wî bibîr tînin.
Xudan, textê xwe li ezmanan daniye, Serweriya wî li ser hemû kesî ye.
Ey hûn milyaketên wî, Xudan pîroz kin! Ey egîtên ku bi ya wî dikin, Wî gohdar bikin!
Ey hûn, hemû hêzên ezmanî, Evdên wî yên ku daxwaza wî tînin cih, Xudan pîroz kin!
Ey hemû karên di bin serweriya wî de, Xudan pîroz kin! Ey canê min, Xudan pîroz bike!
Xudan pîroz bike, ey canê min! Tu çiqas mezin î, ya Xudan Xwedayê min! Te berzî û rewnaqî li xwe kiriye,
Tu yî, yê ku ronahiyê wek xiftan li xwe pêçayî. Tu ezmanan, wek konekî ditikînî.
Tu menzelên xwe, li ser avên jor datînî, Tu ewran ji xwe re dikî erebe, Tu li ser bazkên bayê digerî.
Tu bayê, ji xwe re dikî şandî, Tu agir û pêtê, ji xwe re dikî xizmetkar.
Te erdê li ser bingeha wê ava kir, Da ku her û her neleqe.
Te kûrahiyê wek xiftan lê rapêça, Av li ser serê çiyan man.
Bi lêhilatina te ew reviyan, Bi avêtina brûskê re vekişiyan.
Ew zû reviyan dera ku te ji bo wan ava kir, Ji çiyayan derbas bûn, herikîn newalan.
Te ji bo wan, sînorekî ku derbas nebin danî, Da ku cardin erdê nenixêmin.
Kaniyên ku te deranîn ji newalan, Di nav çiyan de diherikin.
Hemû heywanên çolê av didin, Tîbûna kerên çolê ji wan dibin.
Çivîk li ba wan hêlînên xwe çêdikin, Ji nav guliyên wan distirin.
Tu ji menzela xwe ya li ezman çiyayan av didî, Erd ji meywa karên te têr dibe.
Tu ji bo heywanan giya, Sebzên ku bi kêrî mirov tên digihînî; Da ku mirov nanê xwe ji erdê hilînin,
Şeraba ku dilê mirov şa dike, Runê ku rûyê mirov dikenîne, Nanê ku hêz dide dilê mirov, tu didî.
Darên Xudan, Sedirên Lubnanê yên ku wî danîne, têr tên avdan.
Li wir çivîk hêlînên xwe çêdikin, Herçî legleg e, mala wê darên hervizan e.
Çiyayê bilind ji bo pezkûviyan e, Zinar stara kîroşkan e.
Te hîvê ji bo nîşandana demsalan çêkir, Roj dizane, wê li ku derê here ava.
Tu dikî tarî, dibe şev, Hingê hemû heywanên daristanê dertên.
Şêrên ciwan ji bo nêçîrê dikin himmîn, Û ji Xwedê xwarina xwe dixwazin.
Bi derketina rojê re vedikişin, Û di şikeftên xwe de radizên.
Mirov diçin karên xwe, Heta êvarê dikin xebata xwe.
Ya Xudan, çiqas pirr in karên te! Te hemûyan bi şehrezayî kir; Ruyê erdê bi afirîdên te tije ne.
Deryayên bêserî û bêbinî, Afirîdên biçûk û mezin, Tê de, bi hev re dijîn.
Li wir gemî digerin, Ji bo ku tê de bileyize, Levyetanê ku te çêkir li wir e.
Hemû li benda te ne, Da ku tu, di demê de xwarina wan bidî wan.
Tu didî, ew dicivînin, Tu destê xwe vedikî, ew bi qenciyê têr dibin.
Tu rûyê xwe vedişêrî, ew ditirsin, Tu hilma wan dibirrî, ew dimirin û dibin ax.
Tu Ruhê xwe dişînî, ew diafirin, Û tu, rûyê erdê nû dikî.
Bila rewnaqiya Xudan her û her bajo! Bila Xudan bi karên xwe şa be!
Ew li erdê dinêre, erd dilerize, Bi destdana wî, çiya dişewitin.
Heta ez bijîm, ezê ji Xudan re lavijan bêjim, Heta ez hebim, ezê bi lavijan pesnê Xwedayê xwe bidim.
Bila ramana min li xweşa wî here, Şabûna min bi Xudan be!
Bila gunehkar ji dinê rabin, Yên xerab êdî tune bin! Ey canê min, Xudan pîroz bike! Pesnê Xudan bidin!
Spas bikin ji Xudan re, bang bikin navê wî, Di nav gelan de, bidin bihîstin karên wî!
Bi lavijan bidin pesnê wî, ji wî re bistirin, Karên wî yên nedîtî bêjin!
Bi navê wî yê pîroz pesnê xwe bidin, Bila şa bin yên ku li Xudan digerin!
Li Xudan û li hêza wî bigerin, Hergav li rûyê wî bigerin!
Karên wî yên nedîtî, Şehaneyên wî, Û dadbariyên ji devê wî derketî bibîr bînin!
Ey nifşê xizmetkarê wî Birahîm, Zarokên Aqûb ên ku wî bijartine,
Xwedayê me Xudan ew e, Dadbariyên wî li ser tevahiya erdê ne.
Ew peymana xwe, Sozê xwe yê ku ji bo hezar nifşî daye,
Peymana ku bi Birahîm re çêkiriye, Sonda ku ji bo Îshaq xwariye her û her bibîr tîne.
Wî ev, wek qanûn bi Aqûb re, Wek peymaneke herheyî bi Îsraêlê re çêkir.
Wî got, «Wek para we ya ji mîrasê, Ezê diyarê Kenanê bidim we»,
Hingê ew bi hejmarî kêm, gellek kêm bûn, Li wir xerîb bûn.
Ji ba milletekî diçûn ba yekî din, Ji welatekî diçûn welatekî din.
Xudan nehêşt ku kes bi wan xerabiyê bike, Ji bo xatirê wan, ew li padîşahan hilat.
Wî got, «Dest nedin yên ku min mesih kirine, Xerabiyê bi pêxemberên min nekin!»
Wî li welat xela rakir, Hemû xwarinan qedand.
Wî zilamek li pêş wan şand, Ûsivê ku bi koletî hat firotan.
Zincîr li lingê wî xistin, ew êşandin, Bi hesin ew ji stûyê wî girêdan,
Heta ku gotina wî hat cih, Peyva Xudan ew ceriband.
Padîşah zilam şand, ew da berdan, Serwerê gelan, ew azad kir.
Wî ew, li ser tevahiya mala xwe kir desthilatdar, Li ser tevahiya serweta xwe kir berpirsiyar;
Da ku, serokên wan li gor daxwaza xwe perwerde bike, Û şehrezatiyê hînî rûsipiyên wan bike.
Hingê Îsraêl jî hat Misirê, Aqûb, li diyarê Ham bû mêvan.
Xudan gelê xwe pirr zêde kir, Ew ji dijminên wan hêzdartir kir.
Dû re, wî dilê dijminên wan guhart, Da ku ji gelê wî nefret bikin, Û hîlekarî li wan bikin.
Wî hizmetkarê xwe Mûsa, Harûnê ku bijartibû, şand ba wan.
Wan di nav wan de nîşan dan karên Xudan, Karên wî yên ku mirov şaş dikin, li diyarê Ham.
Dema ku wan serî li ber peyva wî rakir, Wî tarî şand û seranserê welat tarî kir.
Wî ava wan zivirand xwînê, Û masiyên wan mirand.
Welat tije bûn beq, Heta ketin odeyên padîşahên wan.
Bi fermana Xudan, derketin keriyên mêşan, Li seranserê welat kermêş belav bûn.
Di şûna baranê de zîpik bariya, Brûskê avêt li ser welatê wan.
Li rezên wan, li darên hêjîrên wan xist, Perçe bi perçe kir darên welatê wan.
Bi fermana wî, kulî rabûn, Her der bi têjikên wan tije bûn.
Wan tevahiya giyayên welat xwar, Û berê axa wan qedandin.
Xudan hemû nixuriyên li welatê wan, Hêza wan a pêşî kuşt.
Bi zêr û zîv wî Îsraêliyan ji welat deranî, Ji eşîrên wan tu kes ne terpilî.
Bi çûyina wan Misir şa bû, Çimkî tirsa Îsraêliyan ketibû ser wan.
Xudan ser wan bi ewr nixamt, Bi şev, riyên wan bi agir ronahî bûn.
Bi xwestina wan, wî sûsik şand, Bi nanê ezmanan wî ew têr kirin.
Wî zinar çirand, av jê pijiqand, Li erdên ziwa, wek lehî herikand.
Çimkî peyva xwe ya pîroz, Û xizmetkarê xwe Birahîm bibîr anî.
Wî gelê xwe bi şahî, Bijartiyên xwe, bi stranên şahiyê ji welat deranî.
Wî axa netewan da wan, Û wan keda gelan mîras sitand;
Da ku qanûnên wî bînin cih, Û li gor şerîeta wî rêve herin. Ji Xudan re spas bikin!
Pesnê Xudan bidin! Ji Xudan re spas bikin, çimkî ew qenc e, Kerema wî her û her e.
Kî dikare karên Xudan ên hêzdar bêje, Kî dikare tevahiya pesnê wî bide bihîstin?
Xwezî bi wan ku dadperweriyê diparêzin, Û hergav ya rast dikin!
Çaxê te qencî bi gelê xwe kir, min bibîr bîne ya Xudan, Gava ku tu wan rizgar dikî, min jî têxe nav wan.
Da ku ez qenciya bijartiyên te bibînim, Bi şahiya netewa te şa bim, Bi mîrasa te pesindar bim.
Wek bav û kalên xwe, me jî sûc kir, Me guneh û xerabî kir.
Li Misirê, bav û kalên me, Karên te yên nedîtî te fêm nekirin, Wan zêdebûna qenciyên te fêm nekir, Li deryayê, li keviyê Derya Sor serî rakirin.
Belê ji bo ku hêza xwe nîşanî wan bide, Wî ji bo navê xwe, ew rizgar kirin.
Ew li Derya Sor hilat, derya ziwa bû, Wek ku li çolê dimeşin, Wî ew di kûrahiyan de meşandin,
Ew ji destê dijminên wan rizgar kir, Ji destê yên ku ji wan nefret dikin xelas kir.
Avê dijminên wan nixamt, Tu kes ji wan nema.
Hingê bawerî bi peyva wî anîn, Bi lavijan pesnê wî dan.
Belê karên wî zû jibîr kirin, Li benda şîreta wî neman.
Îcar li çolê azweriya wan zêde bû, Li wê derê Xwedê ceribandin.
Xwedê ya ku xwestin da wan, Belê nexweşînek ku diqedîne kir bela serê wan.
Ew li ordîgehê ji Mûsa, Û ji veqetandiyê Xudan Harûn, dexisîn,
Hingê erd qelişî û Datan daqurtand, Alîgirên Avîram nuxamt.
Agir bi ser peywirên wan ve bariya, Pêtê yên xerab şewitand.
Li Horevê conegayek darêjtî çêkirin, Û perizîn pûtê bi destan hatiye çêkirin.
Wan berziya Xwedê, Bi sûretê gayekî ku giya dixwe guhartin.
Wan ji bîr kir, Xwedayê ku ew xelas kirî, Û li Misirê, karên mezin kirî,
Li diyarê Ham karên nedîtî çêkirî, Li Derya Sor karên ecêb kirî.
Loma wî got, wiyê ew tune bikirana, Eger evdê wî yê bijartî Mûsa, li şeqara li pêşberî wî ranewestiya, Û xezeba wî neziviranda, wiyê ew tune bikirana.
Hingê wan diyarê xweş biçûk dît, Bawerî bi sozê wî neanîn.
Di konên xwe de kirin mirre mirr, Goh nedan gotina Xudan.
Loma Xudan destê xwe rakir û sond xwar ku wan, Li çolê, li bin gohê erdê xe,
Nîjada wan li nav miletan wer ke, Wan li welatên cihê belav ke.
Hingê wan xwe spart Baalê Peorî, Qurbana ku ji miriyan re hatiye dayin xwarin.
Bi karên xwe yên xerab Xudan hêrs kirin, Û nexweşîna webayê di nav wan de belav bû.
Hingê Pînehas rabû û dest avêtê, Nexweşîn rawesta.
Ev yek ji bo wî rastdarî hat hesibandin, Ji nifşekî heta yê din, her û her.
Li keviyên ava Merîva, wan cardin hêrs kir Xudan, Bela hat serê Mûsa, ji rûyê wan;
Çimkî wan êş bi ruhê wî da kişandin, Peyvên bêtedbîr ji lêvên wî hatin der.
Wek ku Xudan li wan emir kiribû, Wan gel helaq nekirin,
Belê bi miletan re ketin nav hev, Û karên wan hîn bûn.
Bi ser de perizîn pûtên wan, Bi vî awayî ketin dafika wan.
Kurên xwe, keçên xwe, Ji cinan re kirin qurban.
Ji bo ku ji putên Kenanê re bikin qurban, Wan xwîna bêrî ya kur û keçên xwe rijand, Welat qirêjî bû bi xwîna wan.
Bi vî awayî, bi kirinên xwe, xwe herimandin, Bi karê xwe re bêbextî kirin.
Hêrsa Xudan li hember gelê wî rabû, Û ji mîrasa xwe nefret kir.
Wî ew dan destê miletan. Yên ku ji wan nefret dikirin, bûn serwer li ser serê wan.
Dijminên wan ew pelçiqandin, Serî li hemûyan tewandin.
Xudan gellek caran ew azad kirin, Belê niyeta wan serî hildan bû, Û bi sûcên xwe, xwe tune kirin.
Gava ku Xudan, bihîst feryada wan, Wî nihart li tengahiya wan.
Ji bo xatirê wan, peymana xwe bibîr anî, Li gor mezinbûna kerema xwe, dilovanî li wan kir.
Wî kir ku, yên ew dîl girtine, Dilovan bin li hember wan.
Ya Xudan, Xwedayê me, me rizgar ke, Me ji nav miletan bicivîne. Da ku em ji navê te yê pîroz re spas bikin, Bi berziya te pesnê xwe bidin.
Bila Xwedayê Îsraêlê Xudan, Ji berê ve, heta her û her pîroz be! Bila tevahiya gel «Amîn!» bêje. Pesin ji Xudan re!
Spas bikin ji Xudan re, çimkî qenc e, Kerema wî her û her e.
Bila weha bêjin yên ku Xudan ew azad kirine, Ew yên ku ji tengahiyê xelas kirine,
Wî ew ji rojhilat, ji rojava, ji bakûr, ji başûr, Ji welatan civandine.
Li çolê, li dera tenha, ew eware geriyan, Bajarek ku lê rûnên nedîtin.
Tî û birçî, Dilê wan xeriqî.
Hingê di tengahiya xwe de, ji Xudan re feryad kirin, Wî ew ji derdê wan xelas kirin.
Ji bo ku herin bajarekî ku lê rûnên, Wî ew di riya rast de meşandin.
Bila spas bikin ji bo kerema Xudan, Ji bo karên nedîtî yên ku kirî ji bo mirovan.
Çimkî ew tiyan têr dike, Canê birçî bi qenciyê tije dike.
Li dera tarî û di bin siya mirinê de rûniştibûn, Girtiyên xemgîn û bi zincîran girêdayî.
Çimkî li hember peyvên Xwedê serî hildabûn, Û şîreta Yê Herî Berz biçûk dîtibûn.
Wî dilê wan bi karên giran nizim kir, Ketin, kesî ku ji wan re bibe alîkar tunebû.
Hingê ji nav tengahiyan, feryad kirin li Xudan, Wî ew azad kirin ji derdê wan;
Wî ew ji tariyê û ji bin siya mirinê deranîn, Wî şikand zîncîrên wan.
Bila spas bikin ji bo kerema Xudan, Ji bo karên wî yên ku kirî ji bo mirovan,
Çimkî wî deriyên tunc şikand, Û darikên hesin ji hev qetand.
Hin ji wan bêaqil bûn, Ji ber sûc û xerabiyên xwe kişandin.
Dilê wan ji hemû xwarinan li hev diket, Nêzikî deriyên mirinê dibûn.
Hingê di tengahiyê de feryad dikin li Xudan, Ew wan xelas dike ji derdê wan.
Peyva xwe şand, sihetê da wan, Ji çala ku ketinê, xelas kir wan.
Bila spas bikin ji bo kerema Xudan Ji bo karên wî yên ku kirî ji bo mirovan.
Bila gorîyên spaskirinê pêşkiş bikin, Û bi qîrînên şahiyê kirinên wî bidin bihîstin!
Hin bi gemiyan şeqitîn deryayê, Li ser avên mezin kar dikirin,
Ew dibînin karên Xudan, Karên nedîtî yên ku kirî li kûrahiyan.
Çimkî wî emir kir, ba û bager rakir, Pêlên deryayê bilind kir.
Ew derketin ezman, daketin binî, Di tengahiyê de, heliya wêrekiya wan,
Wek serxweşan şewişîn, terpilîn, Û ji serê wan çû hişê wan.
Hingê di tengahiyê de feryad kirin li Xudan, Wî ew xelas kirin ji derdê wan.
Wî bagerê da sekinandin, Pêlan da rawestandin;
Hingê şa bûn, çimkî gihîştin rihetiyê, Wî ew gihadin kara ku dixwestin herinê.
Bila spas bikin ji bo kerema Xudan, Ji bo karên wî yên ku kirî ji bo mirovan.
Bila wî berz bikin di civata gel de, Pesnê wî bidin di koma rûsipiyan de.
Ew çeman dizivirîne çolê, Kaniyên avê dike ziwayî,
Axa bi ber û adan, Ji rûyê xerabên li ser rûniştî dike çol.
Ew çolê dizivirîne gola avê, Axa ziwa dike kaniya avê.
Ji bo ku bajarekî lê rûniştinê ava bikin; Birçiyan li wir dide rûniştin.
Ew zeviyan dajon, rezan datînin, Û bi zêdehî ber hiltînin.
Bi pîrozkirina Xudan, Ew gellek zêde bûn, Wî kêm nekir heywanên wan.
Dîsa ji destê xedarî, xerabî û kederê, Kêm bûn, hatin biçûkkirin.
Xudan şermî barand bi ser mîrên wan, Di çola bêrê de ew eware gerand.
Belê yê feqîr ji sefaletê deranî, Malbatên wan wek keriyê pez zêde kir.
Yên rast dibînin û pê şa dibin, Yên xerab devê xwe radidin.
Yê şehreza vana digire, Aqilê wî ji kerema Xudan dibirre.
Dilê min bêleq e, ey Xwedê, Ezê bi hemû canê xwe ji te re lavij û îlahiyan bêjim!
Hişyar be, ey lîr, ey çeng, Ezê seherê hişyar kim!
Di nav gelan de, ezê spasiya te bikim ya Xudan, Pesnê te bidim li nav miletan.
Çimkî kerema te, bilindtir e ji ezman, Dilsoziya te digihîje heta ewran.
Ey Xwedê, bilind bibe ser ezmanan, Bila berziya te binixême tevahiya erdan!
Da ku hezkirên te bigihîjin azadiyê, Bi destê xwe yê rastê rizgar ke, me bibersivîne!
Xudan ji dera xwe ya pîroz soz da: «Ezê bi şahî, Şexemê parî bikim, Geliyê Sukkotê bipîvim
Gîlat ya min e, Manasse jî ya min, Efrayîm sîpera serê min, Cihûda gopalê padîşahiya min.
Moav legana min a şûştinê ye, Ezê çaroxa xwe bavêjim ser Edomê, Ezê bi serketin biqîrim ji bo Filîstê.»
Kî wê min bibe bajarê bi sûr? Wê kî riya Edomê nîşanî min bide?
Ey Xwedê, ma te em red nekirin? Ey Xwedê, ma tu êdî bi ordiyên me re naçî?
Li hember dijmin ji me re bibe alîkar, Çimkî vala ye alîkariya mirov.
Bi alîkariya Xwedê, emê bi ser kevin, Ew e, yê ku dipelçiqîne dijminê me.
Ey Xwedayê pesindariya min, Bêdeng nemîne!
Çimkî devê yê xerab û hîlekar, Li hember min vebû, Bi zimanê derewkar li ser min dibêjin.
Bi gotinên nefretê dor li min pêçan, Bê sebeb bi min re kirin cengan.
Ji dêl hezkirina min, ew min sûcdar dikin, Hê jî ez ji bo wan dua dikim.
Li hember qenciya min, wan xerabî kir, Nefret kirin ji hezkirina min.
Ew dibêjin, «Tu zilamekî xerab deyne ber serê wî, Li milê wî yê rastê, yekî ku wî sûcdar dike rawestîne!
Di dadbarkirinê de bila wî sûcdar derîne, Dua wî jî guneh binivisîne!
Bila jiyê wî kin be, Yekî din ciyê wî bigire!
Bila zarokên wî sêwî, Jina wî jinebî bimîne!
Bila zarokên wî eware bigerin, parsê bikin, Ji xirbê xwe derkevin, li nan bigerin!
Bila hemû malê wî bikeve dahfika selefxur, Û keda wî, xerîb talan bikin!
Bila tu kes qenciyê pê neke, Tu kes ber sêwiyên wî nekeve!
Bila dundana wî rabe, Nifşek bi şûn ve, navê wan ji holê rabe!
Bila sûcên bav û kalên wan, bên bibîranîn li pêş Xudan, Bila neyê paqijkirin gunehê diya wî!
Hergav li pêşberî Xudan be, gunehê wan, Bila ji ser erdê rake bibîranîna wan!
Çimkî bi bîra wî nehat qencîkirin, Wî cefa bi bindest û bi hejaran da kişandin, Û kir ku dilşikestiyan bikuje.
Wî ji naletê hez kir, nalet lê be! Kêfa wî ji xêr û pîroziyê re nehat, Xêr û bereket jê dûr be!
Wî naletê wek kinc li xwe kir, Nelet wek avê ket zikê wî, wek rûn ket hestiyên wî!
Bila ew, wek kincekî wî binixême, Wek şûtikekî wî bipêçe!»
Bila van nifirên ku li min dikin, Ji alî Xudan ve bibe para yên ku min sûcdar dikin!
Belê tu, ya Reb Xudan, Ji bo xatirê navê xwe min rizgar ke; Kerema te qenc e, min azad ke.
Çimkî ez bindest û hejar im, Ji hundir, ji dil ve birîndar im.
Wek siya berê êvarê ez derbas bûm û çûm, Wek kulî ez hatim hejandin.
Çokên min dilerizin ji rojî girtinê; Ez heliyam, çerm û hestî mam.
Ez jî bûm pêkeniya dijminên xwe, Li min dinêrin, serê xwe dihejînin!
Ji min re bibe alîkar, ey Xudan Xwedayê min; Li gor kerema xwe, xelas ke min!
Bila bizanibin ku ev destê te ye, Ya Xudan, te ev kiriye!
Bila ew naletê bînin, tu pîroz ke, Bila şerm bikin, yên ku êrîşî min dikin, Wê xizmetkarê te şa bibe.
Bila sûcdarkirên min, bêrûmetiyê wergirin, Bila wek xeftan, bi şerma xwe bên pêçandin!
Ezê bi devê xwe, gellek spas bikim ji bo Xudan, Di nav gel de, pesnê wî bidim;
Çimkî ew, li milê rastê yê hejaran radiweste, Da ku ew wan, ji yên ku canê wan bi mirinê dadbar dikin, rizgar bike.
Xudan ji efendiyê min re got: «Heta ku ez dijminên te, ji bin lingê te re bikim pêpelûk Tu li milê min ê rastê rûnê.»
Wê Xudan ji Siyonê gopalê hêza te bişîne, Tu di nav dijminên xwe de serweriyê bajo!
Di roja te ya şer de, Wê gelê te bi dilxwazî herin. Wek xunava ku di seherê de dikeve, Bi rewnaqiya pîroz pêçayî, Wê xortên te li pey te werin.
Xudan sond xwar, ji sonda xwe nazivire: «Li gor pergala Melkîsedek, Tu her û her kahîn î!»
Reb li milê te yê rastê ye, Di roja xwe ya xezebê de, wê li padîşahan xe.
Wê di nav miletan de dadbariyê bike, Wê hawirdor bi laşan tije bibe, Wê li seranserê erdê, serokan bipelçiqîne.
Wê ji newala li ser riya xwe avê vexwe; Loma wê serê xwe rast bigire.
Pesnê Xudan bidin! Ezê li civata rastan, Di nav komê de, Bi hemû dilê xwe ji Xudan re spas bikim.
Karên Xudan mezin in, Yên ku bi wan şa dibin li wan digerin.
Karên wî berz û rewnaq in, Rastdariya wî her û her dajo.
Xudan, karên xwe yên nedîtî da bibîranîn, Ew dilovan û keremdar e.
Ew yên ku jê ditirsin têr dike, Peymana xwe her û her bibîr tîne.
Ew mîrasa miletan dide gelê xwe, Bi wan nîşan dide, hêza karên xwe.
Karên destê wî dilsoz û bi dad in, Hemû şertên wî, berbawer in;
Ew bêleq û her û her in, Bi dilsozî û rastiyê hatine çêkirin.
Wî rizgariya gelê xwe şand, Peymana xwe ji bo her û her fermand. Navê wî pîroz û tirsdar e.
Destpêka şehrezayiyê tirsa Xudan e, Herkesê ku emrên wî tîne cih, Fêmdariyek wî ya qenc heye. Pezindan her û her ji bo wî ye!
Pesnê Xudan bidin! Xwezî bi wan ku ji Xudan ditirsin, Bi emrên wî gellek dilşa dibin!
Wê nîjada wan li rûyê erdê hêzdar be, Wê nîjada rastan pîroz be.
Wê mala wî di firehî û dewlemendiyê de be, Rastdariya wî her û her bimîne.
Ji bo rastan di tariyê de ronahî dertê: Ew dilovan, keremdar û rastdar e.
Xwezî bi wî ku destfireh e û deyn dide, Ew karên xwe bi dadperwerî dike!
Ew tu car naleqe, Yê rastdar her û her tê bibîranîn.
Ew natirse ji xebera xerab, Bi Xudan ewledar e, dilê wî bêleq e.
Ew mêrxas e, natirse, Di dawiyê de, têkçûna dijminên xwe dibîne.
Wî belav kir, wî da hejaran; Rastdariya wî her û her dimîne, Qiloçê wî bilind dibe.
Yê xerab, vê dibîne, aciz dibe, Diranên xwe diqirçîne, dihele, diqede. Daxwaza xeraban tune dibe.
Pesnê Xudan bidin! Pesin bidin, ey evdên Xudan, Pesnê navê Xudan bidin!
Ji niha heta her û her, Bila pîroz be navê Xudan!
Ji derketina rojê heta çûna wê ya ava, Hêjayî pesindanê ye navê Xudan!
Xudan li ser tevahiya miletan serwer e, Û berziya wî li ser ezmanan e.
Ma kî wek Xudan Xwedayê me ye? Li jorê rûdinê.
Xwe ditewîne, Da ku erd û ezman bibîne.
Ew yê ketî ji erdê radike, Yê hejar ji ser sergo bilind dike;
Da ku gelê wî bi mîran re, Bi mîrên gelê xwe re rûnê.
Ew malê dide jina stewr, Wê dilşa dike û dike dayika zarokan. Pesnê Xudan bidin!
Gava ku Îsraêl ji Misirê, Nîjada Aqûb ji dera ku zimanê xerîb lê tê peyivîn derket,
Cihûda bû ciyê pîroz ê Xwedê, Îsraêl bû padîşahiya wî.
Deryayê nihart û bi şûn ve vekişî, Çemê Şerîayê bi şûn ve herikî.
Çiya, wek beranan, Gir jî, wek berxan hilpetikîn.
Ey derya, çi bi te hat tu direvî? Ey Şerîa, tu çima şûn ve diherikî?
Ey çiyano, çima hûn wek beranan, Ey girno, çima hûn wek berxan hilpetikîn?
Ey erd, li pêş serwerê xwe, Li pêş Xwedayê Aqûb bilerize.
Wî zinar zivirand gola avê, Kevirê heste, kir kaniya avê.
Ne em, ya Xudan, ne em, Belê ji bo xatirê kerem û dilsoziya xwe, Tu berziyê bide navê xwe!
Çima wê milet bêjin: «Ka li ku ye Xwedayê wan?»
Xwedayê me li ezmanan e, Her çi bixwaze dike.
Pûtên wan ji zîv û zêr in, Ew karên destê mirov in.
Devê wan heye, napeyivin, Çavên wan hene, nabînin,
Gohên wan hene, nabihîzin, Pozên wan hene, bîhnê nastînin,
Destên wan hene, hîs nakin, Lingên wan hene, rêve naçin, Deng dernakeve ji gewriya wan.
Yên ku wan çêdikin û yên ku xwe dispêrin wan, Ew jî wê bibin mîna wan!
Ey Îsraêl, bi Xudan ewle be, Ew alîkar û mertalê we ye!
Ey mala Harûn, bi Xudan ewle bin, Ew e, alîkar û mertalê we!
Ey yên ku ji Xudan ditirsin, bi Xudan ewle bin, Ew e, alîkar û mertalê we!
Xudan em bibîr anîn, wê me pîroz ke, Wê mala Îsraêlê pîroz ke, Wê mala Harûn pîroz ke.
Biçûk û mezin, Wê pîroz ke, yên ku ji Xudan ditirsin.
Xudan we, We û zarokên we berdar bike!
Xudanê ku erd û ezman çêkirî, We pîroz bike.
Ezman, ezmanên Xudan in, Belê wî erd dane mirovan.
Mirî pesnê Xudan nadin, Ne jî tu kesên ku diçin diyarê bêdengiyê.
Belê em, ji niha û heta her û her, Emê Xudan pîroz bikin. Pesnê Xudan bidin.
Ez ji Xudan hez dikim, Çimkî ew dengê min û hawara min dibihîze.
Ji ber ku wî gohê xwe da min, Heta ku ez bijîm, ezê bangî wî bikim.
Benên mirinê hawirdora min girtin, Û tengahiyên diyarê mirinê ez pêçam, Derd û tengahiyê ez girtim.
Hingê min bangî navê Xudan kir, «Eman, ya Xudan tu canê min azad ke!»
Xudan keremdar û dadperwer e, Xwedayê me dilovan e.
Xudan mirovên sexik diparêze, Gava ez ketim, wî ez rakirim.
Ey canê min, li rihetiya xwe vegere, Çimkî Xudan qencî bi te kir.
Te canê min ji mirinê, Çavên min ji hêsiran, Lingên min ji terpilînê rizgar kir.
Ezê li diyarê jiyandaran, Li pêş Xudan rêve herim.
Dema ku min digot, «Ez tengahiya mezin dikişînim» jî, Min baweriya xwe parast.
Min di şaşbûna xwe de got, «Hemû mirov derewkar in.»
Ji bo hemû qenciyên ku bi min kir, Ma ez çi bidim Xudan?
Ezê kasa rizgariyê hilînim, Û navê Xudan bang bikim.
Li pêşberî hemû gelê xwe, Ji Xudan re, bicih bînim sozên xwe.
Di çavên Xudan de, Mirina dilsozên wî hêja ye.
Ya Xudan, ez evdê te yê rastîn im; Lawê qewraşa te me, Te zincîrên min vekir.
Ezê goriya spaskirinê pêşkişî te bikim. Ya Xudan, ezê bangî navê te kim.
Ezê nedrên ku min ji Xudan re soz dane bînim cih, Li pêşber hemû gelê wî,
Li hewşa mala Xudan, Li nav te, ey Orşelîm! Pesnê Xudan bidin!
Ey hemû miletno, pesnê Xudan bidin! Ey hemû gelno, wî berz bikin!
Çimkî kerema wî ya ji bo me mezin e, Û dilsoziya wî her û her dajo. Pesnê Xudan bidin!
Ji Xudan re spas bikin, çimkî ew qenc e, Kerema wî her û her e.
Bila Îsraêl bêje: «Kerema wî her û her e!»
Bila mala Harûn bêje: «Kerema wî her û her e!»
Bila yên ji Xuda ditirsin bêjin: «Kerema wî her û her e!»
Di tengahiyê de min bang kir Xudan; Wî ez bersîvandim û derxistim firehiyê.
Xudan bi min re ye, nîne tirsa min; Mirov dikarin çi bikin bi min?
Xudan bi min re ye, ew alîkarê min e, Ezê têkçûna dijminê xwe bibînim.
Xwespartina Xudan, Çêtir e ji ewlebûna mirovan.
Xwespartina Xudan, Qenctir e, ji ewlebûna bi mîran.
Hemû miletan dor li min pêçan, Ezê wan bişikênim, bi navê Xudan.
Dor li min pêçan, dor li min girtin, Ezê wan bişikênim bi navê Xudan.
Wek mêşên hingiv dor li min pêçan, Wek agirê pûş tefiyan; Ezê wan bişikênim bi navê Xudan.
Ez hatim defdan, dikira biketam, Belê Xudan hat alîkariya min.
Xudan hêz û lavija min e, Ew bi xwe rizgariya min e.
Dengê şahî û serketinê, Bilind dibe ji konê rastan: «Destê rastê yê Xudan, dike mêrxasiyan!
Destê rastê yê Xudan, hatiye berzkirin, Destê rastê yê Xudan, dike mêrxasiyan!»
Ezê nemirim, ezê bijîm, Ezê karên Xudan bêjim.
Xudan ez bi şid terbiye kirim, Belê wî ez terkî mirinê nekirim.
Vekin li min deriyên rastdariyê, Da ku ez tê re derbas bibim û ji Xudan re bikim spasiyê.
Va ye, ev e deriyê Xudan! Yê rast tê re derbas dibin.
Ez spasdarê te me, çimkî te bersîva min da, Û tu bûyî rizgariya min.
Kevirê ku hostayan red kirin, Bû kevirê serê rikin.
Ev ji alî Xudan ve çêbû, Li ber çavê me karek ecêb e!
Roja ku Xudan afirandiye, ev e, Bi wê em şa û dilşa bin!
Ya Xudan, em lava dikin, me rizgar ke, Ya Xudan, em lava dikin, me serfiraz ke!
Bila pîroz be, yê ku bi navê Xudan tê! Em ji mala Xudan, we pîroz dikin.
Xudan Xwedê ye, wî em ronahî kirin. Goriye bi kertik, bi qiloçê gorîgehê ve girêdin.
Xwedayê min tu yî, ez spasî te dikim, Tu Xwedayê min î, ez te berz dikim.
Ji Xudan re spas bikin, çimkî ew qenc e, Kerema wî her û her e.
Xwezî bi wan ku riya wan paqij e, Ew di şerîeta Xudan de rêve diçin.
Xwezî bi wan ku şîretên wî digirin, Bi hemû dilê xwe li wî digerin!
Ew tucar neheqiyê nakin, Di riya wî de rêve derin.
Şertên ku te danîn, Divê serî li ber wan bê danîn.
Xwezî ez biryardar bûma, Min qanûna te bi cih baniya!
Gava min bi cih anîn hemû emrên te, Hingê ez şermî nabim li ber te.
Çaxê ez hîn bim dadbariyên te yên rastdar, Ezê spas bikim ji te re bi dilekî sozdar.
Ezê bi cih bînim qanûnên te, Tu min bi tevahî bernede!
Zilamê ciwan riya xwe bi çi paqij dike? Bi gohdana peyva te.
Bi hemû dilê xwe ez li te geriyam, Min ji emrên xwe averê neke!
Da ku ez guneh nekim li hember te, Min di dilê xwe de veşart gotina te.
Ya Xudan tu pîroz î, Qanûnên xwe fêrî min ke.
Dadbariyên ku derdikevin ji devê te, Ez bi lêvên xwe didim bihîstin.
Ez şa dibim, li ser şopa şîretên te, Wek ku her dewlemendî ya min be.
Ezê li ser emrên te bixebitim, Û çavên min li riya te be.
Ez dilşa dibim bi qanûnên te, Jibîr nakim gotina te.
Qenciyê bi evdê xwe bike, da ku ez bijîm, Û peyva te bigirim.
Çavên min veke, Da ku ez harîqayên şerîeta te bibînim.
Ez mêvan im li vê dinê, Tu emrên xwe ji min veneşêre!
Hergav bi bêrîkirina dadbariyên te, Dihele dilê min.
Tu, yên ku ji emrên te averê dibin, Li qureyên bi nalet dihilêyî.
Tu, şermî û neheqiya wan ji ser min hilîne, Çimkî min, şîretên te girtin.
Serok bicivin û li hember min bipeyivin jî, Evdê te, wê kûr û dûr bifikire li ser qanûnên te.
Şîretên te ji bo min şahî ne, Ew ji bo min şêwirmendî ne.
Canê min bi axê ve dizeliqe, Li gor peyva xwe, tu min vejîne.
Min riyên xwe gotin, te ez bersîvandim; Qanûnên xwe fêrî min bike!
Bike ku ez şertên te hîn bibim, Û li ser harîqayên te bifikirim.
Canê min ji kederê dihele, Li gor peyva xwe min hêzdar bike!
Riya derewê ji min dûr bike, Tu bi keremê min hînî şerîeta xwe bike.
Min riya dilsoziyê bijart, Dadbariyên te danîn ber xwe.
Min xwe bi şîretên te ve zeliqand, Tu min nede şermê ya Xudan!
Te şehrezayiya min zêde kir, Ez li riya emrên te, diçim bi bazdan.
Tu riya qanûnên xwe hînî min bike, ya Xudan, Da ku ez heta dawiyê bigirim wan.
Tu şehrezayî bide min, ez şerîeta te bigirim, Û ez, bi hemû dilê xwe goh bidimê.
Rêberiya min bike li gor emrên xwe, Çimkî ez ji wan zewqê distînim.
Tu dilê min li şîretên xwe bizivirîne, Û wî li qezenca neheq nefetlîne.
Tu çavên min ji tiştên vala bizivirîne, Û min di riya xwe de vejîne.
Ji bo ku ji te bê tirsîn, Sozê ku te daye evdê xwe bi cih bîne.
Şerma ku ez jê ditirsim ji min dûr bigire, Çimkî dadbariyên te qenc in.
Min bêriya emrên te kiriye! Tu min, bi rastdariya xwe vejîne.
Bila kerema te bigihîje min, ya Xudan, Û rizgarkirina te, wek ku te soz da min!
Hingê yên ku li min neheqî kirin, Wê bersîva xwe bigirin, Çimkî min bawerî bi gotina te anî.
Peyva rastiyê, bi tevahî ji devê min derneyne, Çimkî min hêviya xwe, bi dadbariyên te ve girêda.
Ezê şerîeta te, Her û her bigirim.
Ezê di firehiyê de bimeşim, Çimkî ez li şertên te geriyam.
Li pêş padîşahan ezê şîretên te bêjim, Ezê şermî nebim.
Ez ji emrên te zewqê distînim, Ez ji wan hez dikim.
Ez emrên te gellek dihesibînim, ji wan hez dikim, Ezê kûr li ser qanûnên te bifikirim.
Sozê ku te daye evdê xwe bibîr bîne, Bi wî te hêvî dabû min.
Di tengahiyê de eve xemrevîna min, Sozê te jiyanê dide min.
Yên qure bi min pirr tinazên xwe kirin, Dîsa ez venegeriyam ji şerîeta te.
Çaxê min dadbariyên te yên kevin bibîr anî, Ya Xudan, min ji wan teselî deranî.
Ji ber yên ku dev ji şerîeta te berdan, Hêrsê ez girtime.
Li derê xerîbiyê, Qanûên te ji min re bûn lavij
Ez bi şev navê te bibîr tînim ya Xudan, Şerîeta te digirim.
Ya ku ez dikim, Ez şertên te digirim.
Yê min, para min Xudan e, Min soz da ezê peyvên te bigirim.
Ez bi hemû dilê xwe li kerema te geriyam. Li gor sozê xwe li min were rehmê.
Ez li ser riyên xwe fikirîm, Min gavên xwe li gor şîretên te avêt.
Ji bo ku ez emrên te bigirim, Min lezand û ez derengî nemam.
Benê xeraban ez pêçam, Min şerîeta te jibîr nekir.
Ji bo dadbariyên te yên rast, Ez ji nîvê şevê ve radibim, dikim spas.
Ez ji hemû yên ku ji te ditirsin re heval im, Ji hemû yên ku şertên te digirin.
Erd bi kerema te tije ye, ya Xudan Tu qanûnên xwe hînî min bike.
Ya Xudan, li gor peyva xwe, Te qencî kir bi evdê xwe.
Tu zanîn û şehrezayî bide min, Çimkî ez bawerî bi emrên te tînim.
Beriya dilkovaniyê, ez ji rê derketibûm, Belê niha ez bi gotina te dikim.
Tu qenc î û qenciyê dikî; Qanûnên xwe hînî min bike.
Yên qure li hember min derew kirin, Belê ez bi hemû dilê xwe şertên te digirim.
Dilê wan bez girt, Belê ez ji şerîeta te zewqê digirim.
Ji bo min baş bû ku ez ketim; Da ku ez qanûnên te hîn bibim.
Ji bo min şerîeta devê te, Ji hezaran zêr û zîvan çêtir e.
Destên te ez afirandim, ez bi şikil kirim. Fêmdariyê bide min, da ku ez emrên te hîn bibim.
Yên ku ji te ditirsin bi dîtina min şa dibin, Çimkî ez hêviya xwe bi peyva te girê didim.
Ez dizanim ya Xudan, dadbariyên te rast in; Te ez bi dilsozî nizim kirim.
Li gor sozê ku te daye min, evdê xwe, Bila hezkirina te ji min re bibe xemrevî.
Bila dilovaniya te bê ser min, da ku ez bijîm, Çimkî şerîeta te zewqa min e.
Bila qure şerm bikin, çimkî wan bi derewan ez sûcdar kirim. Ez li ser şertên te difikirim.
Bila li min vegerin yên ku ji te ditirsin, Yên ku bi şîretên te dizanin.
Bila dilê min bêkêmahî qanûnên te bi cih bîne, Da ku ez neyêm şermîkirin.
Canê min bêriya rizgarkirina te dike, Min hêviya xwe bi sozê te ve girê da.
Çavê min li riya sozên ku te dane, qetiya, Ez dipirsim, «Ma tê kîngê xemên min birevînî?»
Ez bûm wek meşka nav dûmanê, Belê ez qanûnên te jibîr nakim.
Ma wê heta kîngê bisekine evdê te? Tê kîngê dadbar bikî yên ku li min dikin zilim?
Qureyên ku li gor şerîeta te nekirin, Ji bo min çal çêkirin.
Hemû emrên te dilsoz in; Bi neheqî tengahiyê didin min, tu were alîkariya min!
Hindik mabû min ji rûyê erdê rakin, Belê ez terka şertên te nakim.
Li gor kerema xwe tu min vejîne, Ezê li gor şîreta devê te bikim.
Peyva te, ya Xudan, Her û her dimîne li ezman.
Dilsoziya te ji hemû nifşan re dimîne, Te erd ava kir, ew didomîne.
Li gor biryara te, îro her tişt li ser lingan dimîne, Çimkî hemû tişt ji bo xizmeta te ne.
Eger şerîeta te ne zewqa min bûya, Ezê bi êşên xwe biqediyam.
Ez tucar jibîr nakim şertên te, Çimkî te bi wan jiyan da min.
Ez yê te me, min azad ke, Ez li şertên te digerim.
Yên xerab, ji bo ku min tune bikin sekinîn, Belê ez gohdariya şîretên te dikim.
Min sînorê her tekûziyê dît, Belê emrên te bêsînor in.
Ez çiqas hez dikim ji şerîeta te! Tevahiya rojê li ser wê difikirim.
Emrên te, min ji dijminên min şehrezatir kirin, Çimkî ew hergav bi min re ne.
Ez ji hemû mamosteyên xwe bêtir şehreza me, Çimkî şîretên te di fikra min de ne.
Ez ji pîran bêtir şehreza me, Çimkî li ser şertên te me.
Min lingên xwe ji her riya xerab dûr kiriye, Da ku ez peyva te bigirim.
Ez venegerîm ji dadbariyên te, Çimkî te hînî min kirin.
Çiqas bi min şîrîn in peyvên te, Ji devê min re ji hingiv şîrîntir in gotinên te!
Ez bi şertên te şehreza dibim, Loma ji her riya derew nefret dikim.
Peyva te ji bo gavên min çira ye, Ronahî ye ji bo riya min.
Min sond xwar ku ezê dadbariyên te yên rast, bigirim, Ezê sonda xwe bigirim.
Min gellek kişand, ya Xudan; Tu min vejîne li gor sozê xwe.
Pesnên ji dil ên ku ji devê min dertên, Tu qebûl ke, ya Xudan, Tu hînî min bike dadbariyên xwe.
Canê min hergav di kefa destê min de ye, Dîsa jî ez jibîr nakim şerîeta te.
Xeraban li pêş min kozik danîn, Dîsa jî ez nezivirîm ji şertên te.
Şîretên te her û her ji bo min mîras in, Ew şahiya dilê min in.
Dilê min, her û her heta dawiyê, Ji bo pêkanîna qanûnên te meyildar e.
Ez nefret dikim ji zilamê durû, Lê ez hez dikim ji şerîeta te.
Tu yî star û mertalê min, Ez hêviya xwe bi peyva te girê didim.
Ey xerabno, ji min dûr bin, Da ku ez emrên Xwedayê xwe bînim cih.
Li gor sozê xwe tu ji min re bibe destek, da ku ez bijîm; Tu nehêle ku ez di hêviya xwe de şermî bibim!
Bi min bigire, min rake, da ku ez rizgar bibim, Da ku ez hergav bala xwe bidim qanûnên te.
Te hemûyên ku ji qanûnên te averêbûn nehesiband, Çimkî hîla wan vala ye.
Tu hemû xerabên dinê wek çanç davêjî, Loma ez hez dikim ji şîretên te.
Bedena min dilerize ji tirsa te, Ez ditirsim ji dadbariyên te.
Min ya rast û dadperwer kir, Tu min bi destê xedaran ve bernede!
Ji bo qenciyê tu ji evdê xwe re bibe kefîl, Da ku min nepelçiqînin yên qure.
Çavê min li riya rizgarkirina te, Û li benda bicihanîna sozê te yê rastdar qetiya,
Li gor hezkirina xwe nêzikahî li min de, Û qanûna xwe hînî min bike.
Ez evdê te me, tu şehrezayî bide min, Da ku ez şîretên te fêm bikim.
Dem dema tevgerê ye, ya Xudan, Çimkî wan şerîeta te şikand.
Loma ez ji emrên te, Ji zêr, ji zêrê xas bêtir hez dikim;
Loma ez di her tiştî de, hemû şertên te rast dibînim, Ji her riya derew nefret dikim.
Şîretên te şehane ne, Loma canê min wan digire.
Ronahî dide, vekirina peyva te, Şehrezayî dide zilamên sexik.
Min devê xwe vekir û axîn kişand, Çimkî ez bêriya emrên te dikim.
Çawa ku ji hezkirên navê te re dadperweriya te heye, Li min bizivire û ji min re dilovan be.
Bi peyva xwe tu gavên min bişidîne, Da ku serweriya tu sûcî li ser min nemîne.
Tu min xelas ke ji tehdayiya mirov, Da ku ez şertên te bigirim.
Bila rûyê te ji evdê te re bibiriqe, Tu qanûnên xwe hînî min bike.
Bi şirrik hêsir ji çavê min dibarin, Çimkî ew şerîeta te nagirin.
Tu dadperwer î, ya Xudan, Û dadbariyên te rast in.
Te şîretên xwe bi dadperwerî, Û bi dilsozî emir kirin.
Xîretkêşiya min, ez qedandim, Çimkî dijminên min, peyva te jibîr kirin.
Sozê te gellek xas e, Evdê te jê hez dike.
Ez nizim û bêrûmet im, Belê şertên te jibîr nakim.
Rastdariya te, rastdariya her û her e, Û şerîeta te rastî ye.
Ez ketim nav êş û tengahiyan, Belê emrên te zewqa min in.
Şîretên te her û her rast in; Tu şehrezayî bide, da ku ez bijîm.
Ez bi hemû dilê xwe diqîrim, Tu min bibersivîne, ya Xudan! Ezê qanûnên te bigirim.
Ez bangî te dikim, Min rizgar ke, Da ez şîretên te bigirim.
Ez beriya hilatina rojê radibim û dikim hawar, Min hêviya xwe bi peyva te ve girê da.
Bi şevan xew nakeve çavê min, Da ku ez li ser sozê te bifikirim.
Li gor hezkirina xwe dengê min bibihîze, ya Xudan, Li gor dadbariya xwe tu min vejîne!
Yên ku min bi niyeta xerab dêşînin, nêzik bûn, Ew ji şerîeta te dûr in.
Belê tu nêzik î, ya Xudan, Û hemû emrên te rast in.
Min zû ve ji şîretên te fêm kir, Ku te ew, ji bo her û her ava kir.
Li tengahiya min binêre, min rizgar ke, Çimkî ez jibîr nakim şerîeta te.
Doza min bibîne, min azad ke, Li gor sozê xwe min vejîne.
Ji xeraban dûr e rizgarî, Çimkî ew li qanûnên te negerîn.
Dilovaniya te gellek e, ya Xudan, Li gor dadbariya xwe bide min jiyan.
Yên ku li min zilmê dikin û dijminên min zêde ne, Dîsa jî ez ji şîretên te venegeriyam.
Çaxê min xayin dîtin, dilê min qeliqî, Çimkî ew peyva te nagirin.
Binêre, ez çiqas hez dikim ji şertên te, Ya Xudan, li gor kerema xwe tu bide min jiyan.
Bingeha peyvên te rastî ne, Her dadbariya te ya dadperwer, dimîne her û her.
Serok, bêsedem li min zilmê dikin, Belê dilê min tenê ji peyva te ditirse.
Wek zilamê ku xenîmet dîtî, Ez bi peyva te şa dibim.
Ez ji derewan nefret dikim, dilê min li hev dikeve, Belê ez ji şerîeta te hez dikim.
Ji bo dadbariyên te yên dadperwer, Rojê heft caran pesnê te didim.
Yên ku ji şerîeta te hez dikin, aştiyeke mezin dibînin, Tu tişt wan naterpilîne.
Ya Xudan, min hêviya xwe bi rizgarkirina te ve girê daye, Û min emrên te anîne cih.
Canê min şîretên te girt, Ez gellek ji wan hez dikim.
Ez şîret û şertên te digirim, Çimkî hemû riyên min li ber te ne.
Ya Xudan, bila bigihîje te feryada min, Li gor peyva xwe, tu bide min têgihîştin!
Bila lavakirina min bigihîje ber te; Li gor sozê xwe tu min azad ke!
Bila ji lêvên min spasî bibarin, Çimkî te qanûnên xwe hînî min kirin.
Bila zimanê min ji peyva te re lavijan bêje, Çimkî hemû emrên te rast in.
Bila destê te, amade be ji bo alîkariya min, Çimkî min şertên te hilbijartin.
Min bêriya rizgariya te kir, ya Xudan, Û şerîeta te ye, dilşahiya min.
Bihêle ez bijîm, da ku ez pesnê te bidim, Bila dadbariyên te alîkariya min bikin.
Wek miya hundabûyî ez ji rê derketim; Tu li evdê xwe bigere, Çimkî min emrên te jibîr nekirin.
Di tengahiyê de ez bang dikim Xudan; Ew bersîva min dide.
Ya Xudan, tu xelas ke canê min ji lêvên derewkar, Min azad ke ji zimanê hîlekar.
Ey zimanê hîlekar, Wê çi bi te bê dayin, Wê çi li te bê zêdekirin?
Tîrên tûj ên mêrxas, Terrafa agirê gezikê!
Wey li min, ez li Meşekê xerîb mam, Di nav konên Kedarê de rûniştim.
Ji zû ve ye ku ez, Bi yên ku ji aştiyê nefret dikin re rûdinêm.
Ez alîgirê aştiyê me, Belê gava ku dest bi gotinê dikim, Ew radibin şer!
Ez çavên xwe bilind dikim çiyan, Wê ji kuderê were alîkarî?
Alîkariya min ji Xudan e, Ji afirandarê erd û ezman e.
Ew nahêle lingên te bişemitin, Nahênije, yê ku te diparêze.
Parêzkerê Îsraêlê, nahênije û ranazê.
Parêzkerê te Xudan e, Li milê rastê, Xudan ji te re sî ye.
Navê rojê tav, Bi şev, hîv li te naxe.
Xudan te diparêze ji her xerabiyê, Ew jiyana te diparêze.
Ji niha, heta her û her, Xudan, çûyin û hatine te diparêze.
Gava ji min re dibêjin, «Em herin mala Xudan» Ez şa dibim.
Lingên me li ber derên te disekinin, Ey Orşelîm!
Orşelîm ku, Wek bajarek bi pergal û bi aheng hatiye avakirin!
Eşîrên wî derdikevin wê derê, eşîrên Xudan, Li gor rêznama ku ji Îsraêlê re hatiye dayin, Sipasî bidin navê Xudan.
Çimkî li wê derê textên dadbarkirinê, Textên mala Dawid hatine danîn.
Ji bo Orşelîmê aştiyê bixwazin: «Yên ku ji te hez dikin, bila di rihetiyê de bin!
Bila di nav sûrên te de aştî hebe, Qesrên te di nav aştiyê de bin!»
Ji bo xatirê bira û hevalên xwe, Ezê bêjim, «Aştî li ser te!»
Ji bo xatirê mala Xudanê me Xwedê, Ezê qenciya te bixwazim.
Ey yê li textê ezmanan rûniştî, Min çavên xwe li te hildan!
Çawa çavên xulaman, li destê axayê wan e, Çawa çavên qewraşan, li destê xaniman e, Çavê me jî wisa li Xudan Xwedayê me ye, Heta ku ew li me tê rehmê.
Li me were rehmê, ya Xudan, li me were rehmê; Çimkî em pirr têr bûn ji zilmê.
Ji tinazên yên di rihetiyê de, Ji neheqiya pozbilindan, Canê me pirr têr bû.
Bila niha Îsraêl bêje: «Eger Xudan ne bi me re bûya,
Gava ku dijmin êrîşî me dikir, Eger Xudan ne bi me re bûya,
Çaxê kela hêrsa wan rabûbû, Hingê wanê, em bi saxî daqurtanda.
Hingê, wê tofanê em bi xwe re bibira, Pêl di ser me re derbas bibûna.
Hingê wê avên rabûyî, Em bi xwe re bibirana.»
Bila Xudan pîroz be, Ew Xudan, ku em nekirin nêçîra ber diranê wan!
Canê me, Wek çûkekê ji dahfika nêçîrvanan xelas bû, Dafik şikest, em xelas bûn.
Alîkariya me bi navê Xudan e, Ew afirandarê erd û ezman e.
Yên ku bi Xudan ewle ne, wek çiyayê Siyonê ne, Bêleq in, her û her li ciyê xwe ne.
Wek ku çiyayan, dor li Orşelîmê pêça ne, Ji niha heta her û her, Xudan gelê xwe pêça ye.
Divê gopalê xeraban, Li ser axa ku ji bo rastan hatiye veqetandin, nemîne. Da ku yên rast destê xwe dirêjî xerabiyê nekin.
Ya Xudan, tu qenciyê bike, Ji bo yên baş û dilrastan.
Belê yên ku li riya xwe ya xwar diçin, Xudan wan bi xeraban re ceza dike. Aştî li ser Îsraêlê be!
Gava ku Xudan, yên ku ji Siyonê çûbûn anî, Ev wek xewnekê li me bû xuyanî.
Hingê devê me bi ken, Zimanê me bi qêrîna şahiyê tije bû. Îcar di nav miletan de gotin: «Xudan ji bo wan karên mezin kir.»
Xudan ji bo me karên mezin kir, Ji bo vê yekê em şa ne.
Ya Xudan, tu firehiya me bi şûn ve bîne, Çawa ku te li Negevê lehî rakirin.
Yên ku bi hêsirên çavan çandin, Wê bi şahî bidirûn;
Yê ku bi girî çû tovê xwe biçîne, Helbet wê rake qevda berê xwe û bi şahî bîne.
Eger Xudan malê çêneke, Avakar beredayî dixebitin. Eger Xudan bajêr neparêze, Notirvan beredayî hişyar dimîne.
Zû rabûn, Dereng razan, Xema derbasiyê kirin, ji bo we pûç e. Çimkî Xudan, razayî be jî, dide heskiriyê xwe.
Zarok ji Xudan mîras in, Berê malzarokê, perrû ye.
Tîrê di destê mêrxas de çi be, Zarokên ku di xortaniyê de çêdibin, ew in.
Xwezî bi wî zilamî ku rextê wî yê tîran tije ye! Gava ku ew li ber derê bajêr bi dijminên xwe re devjenî dike, Ew şermî nabe.
Xwezî bi wan ku ji Xudan ditirsin, Di riyên wî de dimeşin!
Tê keda destê xwe bixwî, Ewê dilgeşî û firehî ya te be.
Di hundirê malê de jina te, wê bibe wek dêliya berdar; Zarokên te, wê wek şaxên zeytûnê li dora sifrê bicivin.
Va ye, zilamê ku ditirse ji Xudan, Bi vî awayî tê pîrozkirin.
Xudan te li Sîyonê pîroz bike! Di hemû rojên jiyana xwe de, Tu firehiya Orşelîmê bibînî.
Û tu, zarokên zarokên xwe bibînî! Aştî li ser Îsraêlê be!
Niha bila Îsraêl bêje: «Ji xortaniya min vir ve, gellek tengahî dan min.
Ji xortaniya min vir ve, gellek tengahî dan min, Belê wan ez têk nebirim.
Cotkaran li ser pişta min çot ajotin, Şopên xwe dirêj kirin.»
Belê Xudan rastdar e, Wî ez azad kirim.
Hemû yên ku ji Sîyonê nefret dikin, Bila şerm bikin û bi şûn ve vegerin.
Bila wek giyayê li ser ban, Beriya ku bigihîjin, ziwa bibin.
Pale, bi wê destê xwe, Melûvan, bi wê himêza xwe tije nake.
Yên ku di rê de derbas dibin, bila nebêjin, «Bereketa Xudan li ser we be, Em bi navê Xudan we pîroz dikin.»
Min ji kûrahiyan bangî te kir, ya Xudan!
Tu dengê min bibihîze, ya Reb! Tu baş goh bide hawara min!
Ya Xudan, eger tu bigirî hesabê sûcan, Ya Reb, kî dikare bimîne li ser lingan?
Belê tu bexişkar î, Da ku ji te bê tirsîn.
Çavê min li riya Xudan e, Canê min li benda wî ye, Hêviya min peyva wî ye.
Yên ku li benda sibê ne, Erê, ji yên ku li benda sibê ne bêtir, Canê min li benda Reb e.
Ey Îsraêl, hêviya xwe bi Xudan ve girêde! Çimkî li ba Xudan kerem, Û bi wî rizgariya temam heye.
Yê ku wê Îsraêlê, Ji hemû gunehên wê rizgar bike ew e.
Ya Xudan, di dilê min de quretî tune, Û çavê min ne li jor e. Ez bi karên mezin re, Bi karên ku min derbas dikin re, bilî nebûm.
Belê, min xwe aş kir û ez bêdeng mam, Wek zarokê ku ji şîr hatiye birrîn û di himêza dê de ye, Canê min jî wisa bi min re ye.
Ey Îsraêl, hêviya xwe bi Xudan ve girêde, Ji niha û heta her û her!
Ya Xudan, tu Dawid, Û tengahiya ku kişand bibîr bîne,
Bibîr bîne, ka çawa ji te re sond xwar, Û ji Hêzdarê Aqûb re soz da:
«Ezê neçim mala xwe, Nekevim nav nivînên xwe,
Wê xew nekeve çavê min, Neyên girtin qelpaxên çavê min,
Heta ku ez ji Xudan re warekî, Ji Hêzdarê Aqûb re malekê nebînim.»
Me bihîst ku Sindoqa Peymanê li Efratayê ye, Me ew li zeviya Yaerê dît.
Em herin mala Xudan, Li ber pêpelûka lingê wî biperizin.
Ya Xudan, hilkişe ciyê xwe yê rihetiyê, Tu û sindoqa te ya hêzdariyê.
Bila kahînên te, rastdariyê wergirin, Evdên te yên dilsoz, qîrînên şahiyê bavêjin.
Ji bo xatirê evdê xwe Dawid, Ruyê xwe li yê ku te mesh kiriye nezivirîne.
Xudan bi piştrastî ji Dawid re sond xwar, Ew ji wê venagere: «Ezê yekî ji nîjada te, li textê te bidim rûniştin.
Eger zarokên te peymana min, Û şîretên ku ez li wan dikim bigirin, Wê zarokên wan jî her û her, Li ser textê te rûnên.»
Çimkî Xudan Sîyonê bijart, Wê derê, wek war ji bo xwe xwest,
Û got, «Ciyê min ê bîhnvedanê her û her ev der e, Ezê li vir rûnêm, çimkî min ev xwest.
Ezê zadê wê pirr bi bereket bikim, Hejarên wê bi nan têr bikim.
Ezê rizgariyê li kahînên wê bikim; Ewê gelê wê yê dilsoz, bi kêf û şahî bistirin.
Ezê li wir ji Dawid re qiloçekî derînim, Min ji yê xwe yê meshkirî re, çirayek amade kir.
Ezê dijminên wî bi şermiyê binixêmim, Belê wê taca serê wî, bibiriqe.»
Çiqas qenc e, çiqas xweş e, Di yekîtiyê de jiyana biratî!
Wek wî rûnî ye, ku li serî tê xistin, Wek wî rûnê hêja ye, ku ji rî, ji riyê Harûn, Heta pistûka xeftanê wî herikî.
Ev wek xunava Çiyayê Hermonê ye, Ku li Çiyayê Sîyonê diherikîne. Çimkî Xudan li wê derê, Bereket û jiyana herheyî difermîne.
Ey hûn, hemû evdên Xudan, Yên ku bi şev dimînin li perestgeha Xudan, Pesnê Xudan bidin!
Destên xwe ber bi dera pîroz ve bilind kin, Û pesnê Xudan bidin!
Xudanê ku erd û ezman afirand, Bila ji Sîyonê, te pîroz ke.
Pesnê Xudan bidin! Pesnê navê Xudan bidin, Ey evdên Xudan, pesnê Xudan bidin.
Ey hûn yên li mala Xudan, Li hewşa mala Xwedê xizmet dikin, Pesin bidin!
Pesnê Xudan bidin, Çimkî Xudan qenc e. Ji navê wî re bistirin, Çimkî şîrîn e.
Xudan ji bo xwe Aqûb bijart, Îsraêlê jî wek milkê xwe.
Ez dizanim, Xudan mezin e, Rebê me di ser hemû îlahan de ye.
Li erdê û li ezman, Li derya û hemû kûrahiyan, Xudan her daxwaza xwe bi cih tîne.
Ew ji çaraliyên erdê ewran bilind dike, Ji bo baranê birûskan çêdike, Ji embarên xwe bayê radike.
Wî ji mirov heta heywanan, Hemû nuxwiriyên Misirê kuştin.
Li nav te, ey Misir! Wî ji Fîrewn û hemû wezîfedarên wî re, Nîşan û karên nedîtî şand.
Wî li gellek miletan xist, Padîşahên hêzdar kuştin.
Wî padîşahê Amoriyan Sîhon, Padîşahê Başanê Og, Û hemû padîşahiyên Kenanê kuşt.
Wî ciyê wan wek mîras, Bi mîrasî da gelê xwe Îsraêl.
Ya Xudan, navê te her û her dimîne, Ya Xudan, bîranîna te, her û her didomîne.
Wê Xudan gelê xwe biparêze, Û dilovaniyê li evdên xwe bike.
Pûtên miletan ji zîv û zêr in, Karên destê mirov in.
Devê wan heye, napeyivin, Çavên wan hene, nabînin,
Gohên wan hene, nabihîzin, Di devê wan de, hilm nîne.
Yên ku wan çêdikin û yên ku xwe dispêrin wan, Ew jî wê bibin mîna wan!
Ey mala Îsraêl, pesnê Xudan bidin! Ey mala Harûn, pesnê Xudan bidin!
Ey mala Levî, pesnê Xudan bidin! Ey yên ku ji Xudan ditirsin, pesnê Xudan bidin.
Xudanê ku li Orşelîmê rûdinê, Bila ji Sîyonê bê pesindan! Pesnê Xudan bidin!
Ji Xudan re spas bikin, çimkî ew qenc e; Kerema wî her û her e!
Ji Xwedayê îlahan re spas bikin; Kerema wî her û her e!
Ji Rebê reban re spas bikin; Kerema wî her û her e!
Tenê ew karên nedîtî dike; Kerema wî her û her e!
Bi şehrazayiya xwe wî ezman afirand; Kerema wî her û her e!
Wî erd li ser avan belav kir; Kerema wî her û her e!
Ronahiyên mezin wî afirand; Kerema wî her û her e!
Wî tav afirand, da ku serwerî li rojê bike; Kerema wî her û her e!
Ji bo serweriya şevê, wî heyv û stêr afirand; Kerema wî her û her e!
Wî li Misirê nixuriyan kuşt; Kerema wî her û her e!
Bi destê xwe yê hêzdar, zendê xwe yê dirêj; Kerema wî her û her e!
Îsraêlê ji navbera wan deranî; Kerema wî her û her e!
Wî Derya Sor kir du şeq; Kerema wî her û her e!
Kir ku Îsraêl di nav re derbas bibe; Kerema wî her û her e!
Wî Fîrewn û ordiya wî avêt Derya Sor; Kerema wî her û her e!
Wî gelê xwe li çolê meşand; Kerema wî her û her e!
Wî li padîşahên mezin xist; Kerema wî her û her e!
Wî padîşahên navdar kuşt; Kerema wî her û her e!
Wî padîşahê Amoriyan Sîhon; Kerema wî her û her e!
Û padîşahê Başanê Og kuşt; Kerema wî her û her e!
Û ciyên wan bi mîrasî; Kerema wî her û her e!
Ji evdê xwe Îsraêl re mîras hêşt; Kerema wî her û her e!
Yê ku di tengahiya me de, me bibîr tîne ew e; Kerema wî her û her e!
Û me ji dijminên me rizgar dike; Kerema wî her û her e!
Yê ku xwarinê dide hemû canan ew e; Kerema wî her û her e!
Ji Xwedayê ezmanan re spas bikin; Kerema wî her û her e!
Em li keviyên çemên Babîlê rûniştin, Me Sîyon bibîr anî û em giriyan.
Me çengên xwe, Bi biyên hawirdorê ve daleqand.
Çimkî li wir, yên ku em dîl girtibûn, ji me stran xwestin, Yên ku li me zilim dikirin, ji me şahî dixwestin, Ji me re digotin, «Straneke Sîyonê ji bo me bêjin!»
Ma li warê xerîbiyê, Em çawa dikarin strana Xudan bêjin?
Ey Orşelîm, eger ez te jibîr bikim, Bila destê min ê rastê, hişk bibe.
Eger ez te bibîr neynim, Orşelîmê, di ser şahiya xwe ya herî mezin de negirim, Bila zimanê min, bi ezmanê devê min ve bizeliqe!
Ya Xudan, li hember kurên Edom, Tu roja Orşelîmê bibîr bîne, ku digotin, «Hilweşînin, wê derê heta bingeha wê hilweşînin!»
Ey tu, mîrata keça Babîlê, Xwezî bi wî, Ku ewê, heyfa ya ku te bi me kir ji te hilîne!
Xwezî bi wî ku ewê bi zarokên te bigire, Û wan li zinaran bixe!
Ez bi hemû dilê xwe ji te re spas dikim, ya Xudan, Li pêş îlahan, ezê bi lavijan pesnê te bidim.
Ezê bi ser perestgeha te ya pîroz ve xwar bibim, Ji bo kerem û dilsoziya te, Ezê ji navê te re spas bikim. Çimkî te navê xwe û peyva xwe di ser her tiştî re girt.
Gava min bang kir, te ez bersîvandim, Te hêz da min, te ez wêrek kirim.
Wê hemû padîşahên erdê, ji te re spas bikin, ya Xudan, Çimkî wan, peyvên devê te bihîstin.
Ewê bi lavijan pesnê karên Xudan bidin, Çimkî berziya Xudan mezin e.
Xudan bilind be jî, Ew li nefsbiçûkan dinêre, Pozbilindan ji dûrî ve dinase.
Ez bikevim tengahiyê, tu canê min diparêzî, Li hember hêrsa dijminên min, tu destê xwe radikî, Bi destê xwe yê rastê, tu min xelas dikî.
Ya Xudan, her ya ku te soz daye, tê bikî. Kerema te her û her e, Dev ji karên destê xwe bernede!
Ya Xudan, te ez sihêtî kirim û bi min zanî.
Tu bi rabûn û rûniştina min dizanî, Ji dûrî ve fêm dikî fikrên min.
Tu li riya ku ez diçimê û dera ku lê dimînim dinêrî, Tu bi hemû riyên min baş dizanî.
Hê ku peyv nehatiye ser zarê min, Tu wê bi tevahî dizanî, ya Xudan.
Ji pêş û paş ve, te dor li min girtiye, Û destê xwe daniye ser min.
Ev zanîn ji bo min pirr ecêb e, Kûr e, ez nagihîjimê.
Ez dikarim herim kuderê ji ber ruhê te, Birevim kuderê ji ber te?
Eger ez derkevim ezman, tu li wê derê yî, Nivîna xwe raxim li diyarê miriyan, tu li wê derê yî.
Eger ez bazkên seherê li xwe kim, Û li dawiya deryayê deynim,
Li wê derê jî destê te rêberiya min dike, Û destê te yê rastê bi min digire.
Eger ez bêjim, «Wê tariya rastîn min rapêçe, Ronahiya li dora min bibe şev,»
Tarî jî ji bo te ne tarî ye, Şev, wek rojê dibiriqe, Tarî û ronahî ji bo te yek e.
Hundirê min te afirand, Di malzaroka dê de, te ez honandim.
Ez pesnê te didim, Çimkî ez bi heybet û şehaneyî hatime afirandin. Karên te ecêb in! Ez baş pê dizanim.
Gava ez li dera veşartî hatim afirandin, Di kûrahiyên erdê de hatim nixamtin, Bedena min ji te veşartî nebû.
Hê di malzaroka dê de çavên te ez dîtim; Hemû rojên ku ji bo min hatibûn veqetandin, Beriya ku yek ji wan jî bê, Tev di kitêba te de hatibûn nivîsandin.
Fikrên te yên ji bo min, çiqas bi rûmet in, ey Xwedê, Tevahiya wan, çiqas pirr in!
Eger ez wan bijmêrim, ji sêlakê zêdetir in. Ez hişyar dibim, hê ez bi te re me.
Xwezî te xeraban nehêşta, ey Xwedê! Ey zilamên destbixwîn, dûr bin ji min!
Çimkî ew li hember te bi xerabî dipeyivin, Û dijminên te, bi derewkarî navê te hil didin.
Ya Xudan, ma ez ji wan nefret nekim, ku nefret dikin ji te? Ma wê çawa bîzê min, ji yên ku serî li ber te radikin neçe?
Ez bi tevahî ji wan nefret dikim, Ew ji bo min bûne dijmin.
Ey Xwedê, min sihêtî bike, dilê min binase, Min bitoklîne, bi fikrên min bizane.
Binêre, eger xerabiyek hebe, Di riya herheyî de, tu ji min re bibe rêber!
Ya Xudan, tu min xelas ke ji zilamê xerab, Min biparêze ji zilamê zordar.
Ew ku, hergav di dilê xwe de xerabiyê difikirin, Her roj, ji bo şer dişêwirin,
Ew wek mar zimanê xwe tûj dikin, Jehra koremar di bin lêvên wan de ye.
Ya Xudan, tu min ji destê yê xerab biparêze, Min biparêze ji zilamê zordar; Ew ku, dixwazin min averê bikin.
Yên qure ji bo min dafik danîn, Li qeraxê rê ben tikandin; Ji bo min kemîn danîn.
Min ji Xudan re got: «Xwedayê min tu yî.» Goh bide qêrîna min, ya Xudan.
Ey hêza rizgariya min, ey Xudanê serwer, Di roja şer de, te serê min parast.
Daxwaza xeraban neyne cih, ya Xudan, Niyeta wan a xerab pêşve nebe! Da ku qure nebin.
Bila serê yên ku dor li min pêça ne, Xerabiya ku ji devê wan dertê binixême.
Bila sotikên agir bi ser wan de bibarin! Bila bên avêtin nav agir û avên kûr, Û cardin ranebin.
Bila yên buxtankar li welat bi ser nekevin, Bila xerabî, zûka, nêçîr bike li zordar.
Ez dizanim, Xudan doza bindestan dajo, Ji bo hejaran dibe daddar.
Bêguman yên rastdar, spas dikin ji navê te re, Wê yên rast derkevin pêşberî te.
Ya Xudan, min bangî te kir, zû bigihîje min! Gava min li te kir hawar, tu goh bide dengê min!
Bila dua min li pêş te wek bixûrê, Destvekirina min wek goriya êvarê be!
Ya Xudan, tu nobedarekî deyne ber devê min, Deriyên lêvên min biparêze!
Bila dilê min meyla ya xerab neke, Ez têkilî karên xerab ên zilamê xerab nebim; Û beşdarî ziyafetên wan nebim.
Bila yê rast li min xe, ji bo min qencî ye, Li min hilatina wî, wek wî rûnî ye ku li serî tê xistin. Serê min wî red nake, Belê dua min li hemberî xerabiya xeraban e.
Gava ku serokên wan ji zinar ve bên avêtin, Hingê ewê gohdariya peyvên min ên şîrîn bikin.
Wek erdê ku bi gîsin hatiye kolan û şeqkirin, Hestiyên me li ber derê diyarê miriyan belav bûne.
Çimkî çavê min li te ye, ey Xudan, Rebê min, Ez xwe dispêrim te, min bênefes nehêle!
Tu min, ji dahfika ku li pêş min danîne, Ji kemînên xerabkaran biparêze.
Gava ku ez têm û derbas dibim, Bila xerab bikevin dafikên xwe.
Ez bi dengê xwe hawar dikim li Xudan, Bi dengê xwe ji Xudan re lava dikim.
Ez dirêjim ber wî, gazinên xwe, Li pêş wî dibêjim, tengahiyên xwe.
Gava ku ruhê min di hundirê min de dixeriqe, Tu bi riya min dizanî. Li ser riya ku ez dimeşiyam, bi dizî dafik danîn.
Li aliyê min ê rastê binêre û bibîne, Tu kes min nahesibîne, Dera ku ez xwe bispêrimê nema, Tu kes bala xwe nade min.
Ez li te dikim hawar, ya Xudan: Min got, «Stargeha min, Li diyarê jîndaran, para min tu yî.»
Goh bide hawara min, Çimkî ez pirr neçar im; Tu min, ji yên ku min dipelçiqînin azad ke, Çimkî ew xurttir in ji min.
Tu min ji zîndanê derîne, Da ku ez spasî bidim navê te. Hingê wê yên rast bipêçin dora min, Çimkî tê qenciyê bikî bi min.
Duaya min bibihîze, ya Xudan, Goh bide lavakirina min! Bi dilsoziya xwe, bi rastdariya xwe min bibersivîne!
Evdê xwe derneyne pêş dîwanê, Çimkî tu kesê jiyandar, li pêş te dernakeve rastdar.
Dijmin daye pey min, Jiyana min li bin gohê erdê xist. Min li tariyê daye rûniştin. Wek yên ku ji zû ve mirin.
Loma ruhê min di hundirê min de dixeriqe, Dilê min perîşan e.
Ez rojên borî bibîr tînim, Bi kûrî li ser hemû karên te difikirim, Ez li karên destê te difikirim û ji xwe diçim.
Destên xwe ji te re vedikim, Canê min wek axa ziwa ji te re, tî bûye.
Zû bersîv bide min, ya Xudan, Ruhê min derdikeve. Ruyê xwe ji min nenixême, Da ku ez nemînim, yên ku dadikevin gorê.
Serê sibê, kerema xwe bi min bide bihîstin, Çimkî ez bi te bawer im; Riya ku ezê herim nîşanî min bide, Çimkî ez canê xwe ji te re bilind dikim.
Tu min ji dijminên min azad ke, ya Xudan; Ez xwe dispêrim te.
Min hîn bike, da ku ez daxwaza te bînim cih, Çimkî tu Xwedayê min î. Bila ruhê te yê qenc, Di rê de rêberiya min bike!
Ya Xudan, ji bo navê xwe min bijîne, Bi rastdariya xwe min ji tengahiyê derîne.
Bi kerema xwe, Tu helaq bike dijminên min, Tune bike, hemû yên ku tengahiyê didin min, Çimkî ez evdê te me.
Bila zinarê min, Xudan pîroz be, Yê ku destên min ji bo şer, Tiliyên min ji bo cengê hîn kir!
Ew e keremdar û keleha min, Ew e birc û rizgarkarê min, Ew e mertal û stargeha min, Wî kir ku gel, serî deynin li ber min!
Ya Xudan, ma mirov çi ye ku tu wî bihesibînî, Kurê mirov çi ye ku tu wî bibîr bînî?
Mirov wek hilmekê ye, Rojên wî, wek wê siyê ne ku diçin.
Ya Xudan, ezmanan biqelêşe û dakeve, Xwe bi çiyayan bike, da ku pêkevin.
Birûskê lêxe, dijmin belav ke, Tîrên xwe bişîne, wan ji ser hev xera ke.
Ji jor ve destê xwe dirêj ke, min rizgar ke; Min ji avên kûr derîne, Ji destê kurên xelkê azad ke.
Devê wan derewan dibêje, Destê wan ê rastê hîlekar e.
Ey Xwedê, ez ji te re lavijeke nû bistrînim, Ez bi çenga dehtêl pesnê te bidim.
Tu yî, yê ku serketinê dide padîşahan, Te evdê xwe Dawid, ji şûrê xerabiyê rizgar kir.
Min rizgar ke, Ji destê kurên xelqê azad ke. Devê wan derewan dibêje, Destê wan ê rastê hîlekar e.
Hingê wê kurên me di xortaniya xwe de, Wek şaxên gihîştî bin, Wê keçên me, wek stûnên qesrê yên neqişandî bin.
Wê embarên me, bi her cûre erzaqê tije bin; Miyên me, wê li nav zeviyên me, Bi hezar û deh hezaran berx bidin.
Wê dewarên me xurt bin; Wê di sûrên me de qul neyên vekirin, Li kuçeyên me tunebe qêrîn.
Xwezî bi wî gelî ku di vê rewşê de ye! Xwezî bi wî gelî ku Xudan Xwedayê wan e.
Ey Xwedayê min, ey padîşah, ezê te berz bikim, Ezê ji navê te re her û her spas bikim.
Ezê her roj pesnê te bidim, Ezê her û her pesnê navê te bidim.
Xudan mezin e û hêjayî pesindanê ye, Aqil nagihîje mezinahiya wî.
Kirinên te ji nifşekî derbasî yê din dibin, Karên te yên hêzdar wê bên ragihandin.
Wê mirov, karên te yên mezin, berz û rewnaq bipeyivin, Ezê li ser karên te yên ecêb bifikirim.
Wê li ser hêzdariya karên te yên bi haşmet bifikirin, Ez jî, ezê mezinbûna te bidim bihîstin.
Ewê bîranîna qenciya te ya mezin bidin bihîstin, Bi lavijan pesnê rastdariya te bidin.
Xudan keremdar û dilovan e, Zû hêrs nabe, kerema wî mezin e.
Xudan, ji bo her kesî qenc e, Dilovaniya wî, di ser hemû karên wî re ye.
Hemû karên te, ji te re spasdar in, ya Xudan, Hemû dilsozên te, didin pesnê te.
Li ser berziya padîşahiya te tê peyivîn, Hêzdariya te tê axaftin.
Da ku herkes bi karên te yên hêzdar, Haşmet û berziya padîşahiya te bizanibe.
Padîşahiya te padîşahiya her û her e, Herdem dajo serweriya te. Xudan, di hemû sozên xwe de dilsoz e, Di her karên xwe de dilovan e.
Xudan ji her kesê ketî re dibe destek, Hemû yên xwarbûyî rast dike.
Çavê her kesî li te ye, Tu xwarina wan, di wextê de didî wan.
Tu destên xwe vedikî, Daxwaza her jiyandarî bi cih tînî.
Xudan di hemû riyên xwe de dadperwer e, Di hemû karên xwe de keremdar e.
Xudan nêzikî wan hemûyan e, ku bang dikinê, Ew yên ku, ji dil bang dikinê.
Ew, daxwaza yên ku jê ditirsin tîne cih, Feryada wan dibihîze û wan rizgar dike.
Xudan, hemû yên ku jê hez dikin diparêze, Û hemû xeraban tune dike.
Devê min, pesnê Xudan dide! Bila her û her hemû jiyandar, Pesnê navê wî yê pîroz bidin.
Pesnê Xudan bidin, Ey canê min pesnê Xudan bide.
Heta ez hebim, ezê pesnê Xudan bidim, Heta ez bijîm, ezê ji Xwedayê xwe re lavijan bêjim.
Bi mîran, Bi mirovên ku nikarin we xelas kin ewle nebin.
Gava ku ew dimirin, ew dizivirin axê, Wê rojê planên wan diqedin.
Xwezî bi wan ku alîkarê wan Xwedayê Aqûb e, Hêviya wan bi Xwedayê wan Xudan e.
Ew ku, wî erd û ezman, Derya û hemû tiştên tê de afirand, Ew hergav sozên xwe digire.
Ew heqê bindestan hiltîne, Û xwarinê dide birçiyan, Azad dike hêsîran.
Xudan çavên koran vedike, Xudan yên piştxûz rast dike, Xudan ji rastan hez dike.
Xudan xerîban diparêze, Ji sêwî û jinebiyan re dibe alîkar, Û riya xeraban şaş dike.
Serweriya Xudan her û her berdewam e, Ey Siyon, Xwedayê te ji bo hemû nifşan e. Pesnê Xudan bidin.
Pesnê Xudan bidin! Çiqas qenc û xweş e ku em bi lavijan pesnê Xwedayê xwe bidin! Pezindan bi wî dikeve.
Yê ku Orşelîmê ava dike Xudan e, Ew, surgûnên Îsraêlê dide hev.
Ew dilşikestiyan baş dike, Û birînên wan dipêçe.
Ew hejmara stêran kifş dike, Bi navê her yekê ji wan, bang lê dike.
Rebê me mezin û gellek hêzdar e, Sînor ji têgihîştina wî re nîne.
Xudan bindestan radike, Xiraban li bin gohê erdê dixe.
Bi spasî ji Xudan re lavijan bistrînin, Bi çengê, bi lavijan pesnê Xwedayê me bidin.
Ew, bi ewran ezmanan dinixême Ew amade dike baranê, ji bo rûyê erdê, Ew li çiyayan giya dertîne.
Ew qûtê heywanan dide wan, Têjika qirê ya ku diqîre têr dike.
Ew ji hêzdariya hespê kêf nastîne, Ji lingên mirov razî nîne.
Xudan, ji yên ku ji wî ditirsin, Ji yên ku hêviya xwe bi kerema wî ve girê didin, razî ye.
Ey Orşelîm, Xudan berz bike! Ey Sîyon, pesnê Xwedayê xwe bide!
Çimkî wî, hesinên deriyên te zexim kir, Zarokên nav te pîroz kir.
Ew aştiyê dide sînorên te, Bi genimê herî baş, têr dike te.
Ew fermana xwe dişîne dinê, Peyva wî zû belav dibe.
Ew, wek livvayê berfê dibarîne, Wek xweliyê cemedê direşîne.
Ew zîpika gir ji jor ve dibarîne, Kî dikare li ber serma wî bisekine?
Ew peyva xwe dişîne, wan dihelîne, Bayê radike, avan diherikîne.
Ew peyva xwe digihîne Aqûb, Qanûn û rêznameyên xwe radigihîne Îsraêlê.
Wî ji bo tu miletî weha nekir, Ew dadbariyên wî nizanin. Pesnê Xudan bidin!
Pesnê Xudan bidin! Ji ezmanan pesnê Xudan bidin, Ji berziyan pesnê wî bidin!
Ey hemû milyaketên wî, pesnê wî bidin, Ey hemû ordiyên wî, pesnê wî bidin!
Ey roj û hîv, pesnê wî bidin, Ey hemû stêrên birqok, pesnê wî bidin!
Ey ezmanên ezmanan, Û avên li ser ezmanan, Pesnê wî bidin!
Bila ew pesnê navê Xudan bidin, Çimkî wî emir da û ew hatin afirandin;
Wî ew ji bo her û her, li cihê wan da rûniştandin, Qanûnen ku danî, nayên betalkirin.
Ji ser rûyê erdê pesnê Xudan bidin, Ey hûtên deryayê û hemû kûrahî,
Agir û zîpik û berf û ewr, Bahozên ku bi fermana wî dikin,
Çiya û hemû mil, Darên meywan û darên sediran,
Heywanên kûvî û dewar, Yên ku li erdê dişêlin, çûkên ku difirin,
Padîşahên dinê û hemû gel, Serok û serwerên hemû dinê,
Xortên mêrxas û keç, Yên pîr û zarok!
Bila pesnê navê Xudan bidin, Çimkî tenê navê wî berz e. Berziya wî di ser erd û ezman re ye.
Wî ji bo gelê xwe serokek rakir, Pesnê hemû dilsozên wî, Û gelê Îsraêlê yê ku nêzikî wî ye bidin, Pesnê Xudan bidin.
Pesnê Xudan bidin! Lavijeke nû ji Xudan re bêjin, Di civata dilsozên wî de, Bi lavijan pesnê wî bidin!
Bila Îsraêl bi afirandarê xwe şa be, Bila gelê Sîyonê bi padîşahê xwe dilgeş be!
Bila bi reqisînê pesnê navê wî bidin, Bila bi tef û bi çengê jê re bistirin!
Çimkî Xudan ji gelê xwe razî ye, Ew nefsbiçûkan bi taca serketinê dixemlîne.
Bila dilsozên wî bi berzî û bi şahî kêf bikin, Bila li ser nivînên xwe bi şahî bistirin!
Pezindana Xwedê di devê wan de, Şûrê du devî di destê wan de,
Da ku ji miletan heyfê bistînin, Û gelan ceza bikin,
Padîşahên wan bi zincîran, Pêşewayên wan bi lelên hesin girê din!
Da ku, biryara nivîsandî di nav wan de rêve bibin! Ev, şerefa hemû dilsozên wî ye. Pesnê Xudan bidin!
Pesnê Xudan bidin! Li perestgeha wî ya pîroz pesnê Xwedê bidin! Li ezmanên ku hêzdariya wî nîşan didin, pesnê wî bidin!
Ji bo karên wî yên hêzdar pesnê wî bidin! Li gor mezinahiya wî ya bêdawî pesnê wî bidin!
Bi dengê boriyê pesnê wî bidin! Bi çengê û bi lîrê pesnê wî bidin!
Bi tefê û bi reqsê pesnê wî bidin! Bi saz û bi neyê pesnê wî bidin!
Bi dengê zengilan pesnê wî bidin! Bi zengilên dengdar pesnê wî bidin!
Bila hemû yên bi nefes, pesnê Xudan bidin! Pesnê Xudan bidin.
Meselokên Silêmanê kurê Dawid, Padîşahê Îsraêlê:
Ji bo zanîna şîret û şehrezayiyê, Ji bo têgihîştina gotinên fêmdariyê,
Ji bo bidestxistina şîreta serwextiyê Û pêkanîna rastî, edalet û wekheviyê,
Ji bo ferasetê bide kesê sexik Û xort jî jîr û zana bin,
Bila kesê şehreza bibihîze, Hînbûna wî zêde be Û kesê fêmdar rêberiyê bi dest bixe
Ku mesel û meselokan, Mamik û şîretên şehrezayan fêm bike.
Tirsa Xudan destpêka zanînê ye, Lê kesên ehmeq, şîret û şehrezayiyê kêm dibînin.
Lawo, guh bide şîretên bavê xwe, Navêje pişt guhê xwe hînkirinên diya xwe,
Çimkî ew ji bo serê te tacegulên xweşik in, Ji bo stûyê te gerdenî ne.
Lawo, heke gunehkar bixwazin te ji rê derînin, Qebûl neke!
Heke ew bêjin: “Bi me re were, Em ji bo kuştina mirovan kemînê deynin, Bêsedem, kesên bêsûc bixin dafikê.
Wekî diyarê miriyan em wan bi saxî, Wekî kesên dikevin çala mirinê, Em wan bi tevahî daqurtînin.
Her cure tiştên hêja bi dest bixin, Xaniyên xwe bi malê talên tije bikin,
Bila para te jî di nav me de hebe, Ji bo me hemûyan, tenê kîsikek hebe.”
Lawo, bi wan re nemeşe, Piyê xwe ji rêçika wan dûr bixe.
Çimkî lingên wan ber bi xerabiyê ve dibezin Û ji bo rijandina xwînê dilezînin.
Ji xwe li ber çavê hemû teyran, Bêsedem ye danîna dafikan.
Ew mirov ji bo kuştina xwe kemînê datînin, Ew canê xwe dixin dafikê.
Wisa ye riya her kesê çavê wan li qezenca neheq e. Ev yek dibe standina canê wan.
Şehrezayî li derve gazî dike, Li meydanan dengê xwe bilind dike,
Ji serê kolanên qelebalix diqîre, Li dergehên bajêr gotinên xwe dibêje:
“Sexikno, hûnê heta kengê ji sexikiyê hez bikin? Tinazkarno, hûnê heta kengê bi tinazkirinê şa bin? Bêaqilno, hûnê heta kengê ji zanînê nefretê bikin?
Berê xwe bidin erzşikandina min, Ezê fikrên dilê xwe ji we re bêjim, Peyvên xwe bi we bidim zanîn.
Ji ber ku min gazî we kir Û we pişta xwe da min, Ji ber ku min destê xwe dirêj kir Û tu kes guhdarî nekir,
Ji ber ku we guh neda şêwra min Û we nexwest erzşikandina min,
Ezê bi felaketa we bikenim, Çaxê tirs û xof bi ser we de bê, Ezê tinazên xwe bi we bikim.
Çaxê tirs û xof wekî bagerê bi ser we de bê, Felaketa we, wekî babelîskê bê, Tengasî û serêşî bi ser we de bê, Ezê tinazên xwe bi we bikim.
Wî çaxî wê gazî min bikin, Lê ezê bersiva wan nedim. Wê ji dil û can li min bigerin, Lê wê min nebînin.
Çimkî wan ji zanînê nefret kir Û tirsa Xudan hilnebijart.
Wan şêwra min red kir, Tevahiya erzşikandina min kêm dîtin.
Loma wê fêkiyê riya xwe bixwin, Bi fêlbaziya xwe têr û tije bin.
Averêtiya sexikan, wan dikuje, Bêxemiya bêaqilan, wan tune dike.
Lê kesê guhdariya min dike, wê ewlehiyê bibîne, Wê bêyî sawa ji xerabiyê, rihetiyê bibîne.”
Lawo, heke tu gotinên min qebûl bikî, Emrên min di dilê xwe de hilînî,
Heke tu guhdariya şehrezayiyê bikî Û dilê xwe ber bi fêmdariyê ve meyildar bikî,
Heke tu gazî têgihîştinê bikî Û dengê xwe ji bo fêmdariyê bilind bikî,
Heke wekî zîv li wê bigerî Û wekî xezîneyê li pey wê bikevî,
Wî çaxî tê tirsa Xudan fêm bikî Û zanîna Xwedê peyda bikî.
Çimkî yê ku şehrezayiyê dide Xudan e, Ji devê wî zanabûn û fêmdarî dibare.
Ew şîretê ji bo kesên dilrast hildide. Ji bo kesên di riya xwe de kamil in, mertal e,
Ew rêçikên edaletê diparêze, Hay ji riya dilsozên xwe heye.
Wî çaxî tê fêm bikî Ku rastî, edalet, wekhevî û her riya qenc çi ye.
Çimkî wê şehrezayî bikeve dilê te, Zanîn li xweşa canê te here.
Wê feraset ji bo te bibe parêzvan Û fêmdarî ji bo te bibe nobedar
Ku te ji riya xerab, Ji gotina kesê şaş rizgar bike.
Ew dev ji rêçikên rast berdide Ku di riyên tarî de bimeşe.
Ew bi xerakirinê şa dibin Û bi zêdehiya şaşiyê dilgeş dibin.
Riyên wan xwar in, Rêçikên wan hîlekar in.
Wê şehrezayî te ji jina çavlider, Ji zimanşîrîniya jina bêwefa rizgar bike.
Wê te ji jina hevalê ciwaniya xwe berdide Û peymana li ber Xwedayê xwe kiriye ji bîr dike, rizgar bike.
Çimkî mala wê berjêrî mirinê dike, Riyên wê jî dibe warê miriyan.
Tu kesê ku çûye ba wê venagere Û nagihîje riyên jiyanê.
Loma di riya qencan de bimeşin, Rêçikên rastan herdem bidomîne.
Çimkî kesên dilrast wê li welêt bijîn, Kesên bêsûc wê li welêt bimînin.
Lê kesên xerab wê ji welêt bên avêtin Û koka xayînan bê rakirin.
Lawo, hînkirina min ji bîr neke, Emrên min di dilê xwe de ragire.
Çimkî wê ev roj û salên emrê te dirêj bikin Û silametiya te zêde bikin.
Nehêle ku dilsozî û dilovanî te berdin, Wan bixe stûyê xwe, Li ser textê dilê xwe binivîse.
Wî çaxî tê li ber çavê Xwedê û mirovan, Navdar û keremdar bî.
Bi hemû dilê xwe ewle be bi Xudan, Xwe nespêre fêmdariya xwe.
Di hemû riyên te de bila ew di bîra te de be Ku rêçikên te rast bike.
Xwe di çavê xwe de şehreza nebîne. Ji Xudan bitirse, ji xerabiyê xwe bide alî.
Wê ji bo bedena te bibe şifa, Ji bo hestiyên te bibe tezekirin.
Bi mal û milkê xwe û bi hemû berê xwe yê pêşî, Qedrê Xudan bigire.
Loma wê embarên te bi zêdebarî tije bibin Û ji mehserên te şeraba nû birijin.
Lawo, terbiyekirina Xudan red neke, Ji erzşikandina wî aciz nebe.
Çimkî çawa ku bavek, Erzê kurê xwe yê jê razî ye, dişikêne, Xudan jî erzê kesê jê hez dike dişikêne.
Xwezî bi wî mirovê ku şehrezayî dîtiye Û fêmdariyê bidest bixe.
Çimkî qezenca wê ji zîv zêdetir e, Kara wê ji zêrê xas çêtir e.
Ew ji cewheran hêjatir e, Hemû tiştên tu dixwazî, wekî wî nabin.
Di destê wê yê rastê de emrê dirêj, Di destê wê yê çepê de rûmet û dewlemendî hene.
Riyên wê riyên keremê ne, Hemû rêçikên wê yên aştiyê ne.
Ji bo kesên wê bistînin, ew dara jiyanê ye, Kesên wê digirin bextewar in.
Xudan bi şehrezayiyê bingeha dinyayê danî, Bi fêmdariyê ezman bi hev ve kirin.
Bi zanabûna wî kûrahiyên deryayan ji hev veqetiyan Û ji ewran xunav dibare.
Lawo, bila ev ji ber çavê te nerevin, Tu şîret û feraset bernede.
Wê ji bo canê te bibin jiyan Û ji bo stûyê te bibin xemil.
Wî çaxî tê bi ewlehî bidî ser riya xwe, Wê lingê te neterpile.
Tê bêtirs û saw razêyî, Tê xwe vezelînî û wê xew şîrîn be.
Ji sawa bêwext Û felaketa tê serê xeraban netirse.
Çimkî ewlebûna te bi Xudan e, Wê nehêle ku lingê te bikeve dafikê.
Heta ji destê te tê, Qenciyê ji kesê heq dike re texsîr neke.
Heke bi te re hebe, Ji cîranê xwe re nebêje: “Îro here, sibê were!”
Li dijî cîranê xwe xerabiyê nefikire, Ew bi ewlehî li ba te rûdine.
Heke xerabiyê bi te nekiribe, Bêsedem bi tu kesî re pev neçe.
Hesûdiya mirovê zordar neke, Tu riyên wî hilnebijêre.
Çimkî mirovê hîlekar li ber Xudan kirêt e, Lê Xudan bi dilrastan dişêwire.
Naleta Xudan li ser mala xeraban e, Lê warê rastan pîroz û bereket dike.
Ew tinazên xwe bi tinazkaran dike, Lê ji nefsbiçûkan re keremdar e.
Wê şehreza rûmetê mîras bistînin, Lê bêaqil wê herdem şermezar bibin.
Lawikno, şîreta bavan bibihîzin, Guhdar bin ku hûn fêmdar bin.
Ji bo ku ez baş dersa we didim, Dev ji hînkirina min bernedin.
Demekê ez kurê mala bavê xwe Û delal û yektayê dayika xwe bûm,
Bavê min hînî min dikir û digot: “Bila dilê te bi gotinên min re be, Emrên min pêk bîne û bijî.
Şehrezayiyê bi dest bixe, fêmdariyê jî. Ji bîr neke, gotinên min navêje pişt guhê xwe.
Dev ji şehrezayiyê bernede, wê te biparêze. Jê hez bike, wê ji te re çavdêr be.
Destpêka şehrezayiyê ev e: Şehrezayiyê bi dest bixe! Her tiştê te jî here, fêmdariyê bi dest bixe.
Wê li ser serê xwe bigerîne, çimkî wê te bilind bike. Heke tu wê hembêz bikî, wê te birûmet bike.
Wê taceguleke bedew deyne ser serê te, Wê taceke berziyê bide te.”
Lawo, bibihîze û gotinên min bi dest bixe Ku salên jiyana te gelek bin.
Min di riya şehrezayiyê de tu hîn kirî, Min di rêçikên rast de tu rêve birî.
Gava tu bimeşî, wê gavên te asteng nebin, Çaxê tu dibezî, tê neterpilî.
Bi şîretê hişk bigire, wê bernede. Wê biparêze, çimkî ew jiyana te ye.
Nede ser riya sûcdaran, Di rêçika xeraban de nemeşe.
Xwe jê dûr bixe, ji riya wî derbas nebe, Jê bizivire û derbas be.
Çimkî heta xerabî nekin, nikarin razên, Heke ew kesekî nedin terpilîn, xewa wan nayê.
Ew nanê xerabiyê dixwin, Şeraba zordariyê vedixwin.
Riya rastan wekî ronahiya berbangê ye Ku heta nîvro her diçe ronahiyê dide.
Lê riya xeraban wekî taristana kûr e, Ew nizanin ji ber çi diterpilin.
Lawo, guhdariya gotinên min bike, Guh bide peyvên min.
Bila ew ji ber çavê te winda nebin, Wan di dilê xwe de biparêze.
Çimkî ji bo kesên ew dîtin, jiyan in, Ji bo tevahiya bedena wan şifa ne.
Ji her tiştî bêtir, dilê xwe biparêze, Çimkî kaniyên jiyanê jê diherikin.
Derewên dêv nêzî xwe neke, Hîlekariya lêvan ji xwe dûr bixe.
Bila çavên te li pêş binêrin, Bila qelpaxên çavên te li pêşberî te bin.
Riya lingê xwe rast bike Ku hemû riyên te ewle bin.
Bi aliyê rastê û çepê ve averê nebe, Lingê xwe ji xerabiyê dûr bixe.
Lawo, guhdariya şehrezayiya min bike, Guh bide fêmdariya min
Ku tu ferasetê bigîrî Û lêvên te zanabûnê biparêzin.
Çimkî ji lêvên jina çavlider hingiv diherike Û devê wê ji zeytê nermtir e.
Lê di dawiyê de, ew wekî zirîçkê tehl e, Wekî şûrê dudev tûj e.
Lingên wê dadikevin mirinê, Gavên wê digihîjin diyarê mirinê.
Ew di riya jiyanê de rast naçe, Rêçikên wê xerab in Û ew bi xwe jî pê nizane.
Niha lawo, min bibihîze, Averê nebe ji gotinên devê min.
Riya xwe ji wê jinê dûr bigire, Nêzîkî deriyê mala wê jî nebe.
Yan na, tê rûmeta xwe bidî kesên din, Tê salên xwe bidî mirovên zalim.
Wê xerîb ji serweta te têr bibin, Wê keda te bikeve mala biyaniyekî.
Di rojên te yên dawî de Gava goşt û bedena te telef bibe, Tê dest bi şînkirinê bikî.
Tê bêjî: “Çawa min ji terbiyê nefret kir! Dilê min erzşikandinê kêm dît!
Min guhdariya dengê mamosteyên xwe nekir, Min guh neda dersdarên xwe.
Niha di nav civat û civakê de, Hindik mabû ez bikevim nav rewşa herî xerab.”
Ji sarinca xwe avê vexwe, Ava ji bîra xwe diherike.
Çima kaniyên te biherikin derve? Çima coyên avên te li meydanan belav bibin?
Bila ew tenê yên te bin, Bi xerîban re parve neke.
Bila kaniya te bi bereket be, Bi jina xortaniya xwe re şa be.
Wekî xezaleke delal, wekî karxezaleke nazdar be. Bila pêsîrên wê hergav te têr bikin, Bi evîna wê hergav sermest be.
Lawo, tê çima bi jineke çavlider sermest bî, Tê çima bikevî paşila jineke bêwefa?
Hemû riyên mirovan li ber çavê Xudan in, Ew hay ji hemû riyên wan heye.
Wê xerab bikeve dafika neheqiyên xwe Û bi benên gunehên xwe ve bê girêdan.
Wê ji tunebûna terbiyeyê bimire Û ji ehmeqiya zêde riya xwe şaş bike.
Lawo, heke tu ji cîranê xwe re bûyî kefîl, Heke te destê xwe dabe xerîbekî,
Tu bi gotinên lêvên xwe ketî dafikê, Tu bi peyvên devê xwe hatî girtin.
Loma lawo, vê bike û xwe rizgar bike: Here xwe bavêje ber piyê wî, lavayî wî bike. Çimkî tu ketî destê cîranê xwe.
Bila xew nekeve çavê te, Qelpaxên çavên te neyên girtin.
Wekî xezala di destê nêçîrvan de, Wekî çivîka di destê kewgir de xwe rizgar bike.
Tiralo, bala xwe bide morîstankan, Li riyên wan binêre û şehreza be!
Ne serwerê wan heye, Ne rêber, ne jî peywirdar,
Lê havînê ew zadê xwe amade dikin, Di dema berhilanînê de qûtê xwe kom dikin.
Tiralo, ma tê heta kengê razêyî? Tê kengê ji xewê rabî?
Hinekî xew, hinekî xewarî, Hinekî destê xwe bide hev û bêhna xwe vede,
Bi vî awayî wê feqîrî wekî rêbirekî bê ser te, Xizanî jî wekî şervanekî bê ser te.
Mirovê beredayî û neheq, Bi devê derewîn digere.
Ew çavên xwe dişikêne, Bi lingên xwe dibêje, bi tiliyên xwe vedibêje.
Di dilê xwe yê şaş de xerabiyê çêdike, Hergav pevçûnê derdixe.
Loma wê jinişkave felaket bê serê wî, Şifa wî tuneye, wê yekser bişikê.
Şeş tiştên Xudan jê nefret dike hene, Heta heft tiştên li ber wî kirêt in hene.
Çavê pozbilindiyê, zimanê derewîn, Destê xwîna bêsûc dirijîne,
Dilê fikrên xerab derdixin, Lingên ji bo neheqiyê dilezînîn,
Şahidê derewîn ê ku bi nefesa xwe derewan dike Û kesê di nav birayên xwe de pevçûnê derdixe.
Lawo, pêk bîne emrên bavê xwe, Navêje pişt guhê xwe hînkirinên diya xwe.
Hergav wan li ser dilê xwe girê bide, Wan bixe stûyê xwe.
Gava tu di rê de herî, wê ji te re bibin rêber, Çaxê radizî, wê te biparêzin Û çaxê tu hişyar bibî, wê bi te re bipeyivin.
Çimkî emir ji bo te qendîl, hînkirin ronahî ye, Erzşikandinên ji bo terbiyê, riya jiyanê ye.
Wê ev te ji jina xerab, Ji zimanşîrîniya jina bêwefa biparêzin.
Di dilê xwe de çav bernede bedewiya wê Û bila bi awirên wê te neke êsîrê xwe.
Çimkî ji ber pereyê fahîşeyekê, Mirov dibe hewceyî nên. Lê jina zinakar nêçîrvana canê mirovan e.
Gava mirov êgir bixe hembêza xwe Ma wê cilê wî neşewite?
Yan jî mirov li ser perengên êgir bimeşe, Ma wê lingên wî neşewitin?
Rewşa kesê diçe ba jina cîranê xwe wisa ye, Kesê dest bavêje wê, wê bêceza nemîne.
Gava dizê birçî ji bo têrkirina xwe bidize, Tu kes wî kêm nabîne.
Lê gava bê girtin, wê heft qatên wê bide, Wê hemû hebûna mala xwe bide.
Kesê zinayê dike kêmaqil e, Bi vê kirinê canê xwe xera dike.
Ew lêdan û riswatiyê dibîne, Şerm li ser wî dimîne.
Çimkî hesûdî hêrsa mêrê wê radike, Di roja tolstandinê de, rehma wî tuneye.
Ew tu berdêlê qebûl nake, Bi zêdekirina diyariyan jî razî nabe.
Lawo, gotinên min pêk bîne, Emrên min li ba xwe bihêle.
Emrên min pêk bîne û bijî, Hînkirina min biparêze, wekî bîbika çavê xwe.
Wan bike gustîl û bixe tiliya xwe, Li ser textê dilê xwe binivîse.
Ji şehrezayiyê re bêje: “Tu xwişka min î!” Fêmdariyê meriva xwe bibîne
Ku ew te ji jina çavlider Û ji zimanşîrîniya jina bêwefa biparêzin.
Min ji pencereya mala xwe, Ji şibakeya xwe li derve nêrî
Û di nav mirovên sexik, Di nav xortan de, Min xortekî kêmaqil dît.
Ew di goşeya kuçeya wê jinikê re derbas dibû, Ber bi riya mala wê ve diçû.
Gava bû êvar û roj çû ava, Gava tarî ket erdê,
Va ye jinikek pêşwaziya wî kir. Ew wekî fahîşeyeke xemilandî û fêlbaz bû.
Ew jineke şerûd û serhişk e, Lingên wê li malê namîne.
Li kuçe û kolanan e, Li serê her goşeyê kemînan datîne.
Wê ew girt, ramûsa Û bêyî ku şerm bike jê re wiha got:
“Êdî ez mecbûr mam qurbanên aştiyê pêşkêş bikim, Min îro soza xwe pêk anî.
Li ser vê yekê ez derketim Ku pêşwaziya te bikim Û li te bigerim. Va ye min tu dîtî!
Min kincên rengîn ku ji kitanê Misrê ne Danîn ser nivîna xwe.
Min mûr, ûd û darçîn, Bi ser nivîna xwe de wer kir.
De were, em heta serê sibê hevşa bin, Em kêfa evîna xwe bikin.
Çimkî mêrê min ne li mal e, Ew çûye riyeke dûr.
Wî kîsê pere xist destê xwe, Wê heta heyva çardehşevî venegere.”
Wê bi gotinên balkêş ew qane kir, Bi zimanşîrîniya xwe ew da pey xwe.
Wekî gayê diçe ber kêrê, Wekî xezala dibeze dafikê, Ew mirov yekser ket pey wê.
Heta ku tîr kezeba wî qul bike, Ew wekî çivîka dikeve dafikê, Nizane ev yek wê bibe sedema mirina wî.
Niha lawikno, min bibihîzin, Guhdariya gotinên devê min bikin.
Nehêlin dilê we ber bi riya wê ve bizivire, Ber bi rêçikên wê ve averê nebin.
Çimkî zilamên bûne qurbanên wê gelek in. Hejmara kuştiyên wê zêde ne.
Mala wê riya diyarê miriyan e, Ew rê berjêrî odeyên mirinê dibe.
Ma şehrezayî gazî nake? Ma fêmdarî dengê xwe bilind nake?
Ew li ser bilindciyan, li ser kêleka riyan, Li ser riyên digihîjin hev disekine.
Li ber dergehan, li ber devê bajêr, Li ber deriyên bajêr diqîre û dibêje:
“Mirovno! Ez gazî we dikim, Banga min li kurên mirovan e.
Sexikno, bi feraset bin, Bêaqilno biaqil bin.
Bibihîzin, çimkî ezê gotinên hêja bêjim, Wê lêvên min ji bo peyvên rast vebin.
Wê devê min rastiyê bêje, Xerabî jî, ji lêvên min re kirêt e.
Hemû gotinên devê min rast in, Tu tiştê wan ên xwar û dijwar tuneye.
Ji bo kesê fêm dike, hemû heq in, Ji bo kesê zana, ew rast in.
Ne zîv lê şîreta min hilînin, Ji zêrê xas zêdetir zanînê hilînin.
Çimkî şehrezayî ji cewheran çêtir e, Hemû tiştên tu dixwazî, wekî wê nabe.
“Ez şehrezayî me, bi ferasetê re rûdinim, Ez zanîn û fêmdariyê bidest dixim.
Tirsa Xudan, nefreta ji xerabiyê ye. Loma ez ji quretî û pozbilindiyê, Ji riya xerab û gotinên şaş nefret dikim.
Şîret û şehrezabûn ên min in, Fêmdarî û hêzdarî yên min in.
Bi riya min padîşah padîşahiyê dikin, Mîr edaletê pêk tînin.
Bi riya min serwer, esilzade Û hemû serekên adil serweriyê dikin.
Kesên ji min hez dikin, ez ji wan hez dikim, Kesên ji dil û can li min digerin, min dibînin.
Rûmet û dewlemendî, Serweta domdarî û firehî bi min e.
Berê min ji zêr, heta ji zêrê xas çêtir e, Fêkiyê min ji zîvê bijare baştir e.
Ez di riya edaletê de, Di nav rêçikên heq de dimeşim
Ku kesên ji min hez dikin, bikim xweyê serwetê Û xezîneyên wan dagirim.
“Xudan di destpêka karê xwe de, Di pêşiya kirinên xwe yên qedîm de ez afirandim.
Ji herheyiyê ve, di destpêkê de, Hê beriya dinyayê, ez hatim cihê xwe.
Gava hê kûrahiyên avê, Kaniyên gur tunebûn ez çêbûm.
Beriya çiya hatibûn bicihkirin, Beriya rakirina giran, ez çêbûm.
Hê Xudan erd, zevî Û axa pêşî ya dinyayê çênekiribûn,
Gava wî ezman ava kirin, ez li wir bûm. Çaxê wî qûbe danî ser rûyê kûrahiyan,
Gava wî li jor ewr çêkirin, Çaxê wî kaniyên kûrahiyan qayîm kirin,
Gava wî sînorê deryayê danî Ku av ji emrê wî derbas nebe, Çaxê wî bingeha dinyayê saz dikir,
Ez wekî avahîsaz, li ba wî bûm. Ez her roj dilşahiya wî, Herdem li pêşberî wî dilgeş bûm.
Ez bi dinyaya wî dilgeş, Bi mirovan dilşa dibûm.
“Niha lawikno, min bibihîzin! Xwezî bi wan ên ku miqateyê riyên min in.
Guhdariya şîretê bikin û şehreza bin, Wê navêjin pişt guhê xwe.
Xwezî bi wî mirovî ku min bibihîze, Kesê her roj li ber dergehên min disekine, Li ber kêlekên deriyên min li bendê dimîne.
Çimkî kesê min dibîne, jiyanê dibîne Û Xudan jê razî dibe.
Lê kesê xwe ji min dûr dixe, Zorê li canê xwe dike. Hemû kesên ji min nefret dikin, Ji mirinê hez dikin.”
Şehrezayiyê mala xwe ava kir, Heft stûnên xwe necirandin.
Wê heywanên xwe serjê Û şeraba xwe amade kir. Wê sifra xwe danî.
Wê xizmetkarên xwe şandin, Ji bilindciyên bajêr gazî dike û dibêje:
“Sexikno werin vir!” Ji kesên kêmaqil re jî dibêje:
“Werin ji nanê min bixwin, Ji şeraba min a hazirkirî vexwin.
Dev ji sexikbûna xwe berdin û bijîn. Di riya fêmdariyê de bimeşin.
“Kesê ku tinazkarekî şîret dike, şermezar dibe, Kesê erzê kesê xerab dişikêne, birîndar dibe.
Tinazkarekî hat erzşikandin, wê ji te nefretê bike. Şehrezayekî hat erzşikandin, wê ji te hez bike.
Hînê şehreza bike, wê şehrezatir bibe, Fêrî kesê rast bike, wê zanatir bibe.
Tirsa Xudan destpêka şehrezayiyê ye, Naskirina Yê Pîroz fêmdarî ye.
Çimkî bi min, wê rojên te zêde bin, Wê salên emrê te bêtir bin.
Heke tu şehreza bî, ji bo xwe şehreza yî, Heke tu tinazkar jî bî, tê bi tenê êşa wê bikişînî.”
Jina bêaqil şerûd e. Ew sexik e, bi tiştekî nizane.
Ew li ber deriyê xwe, Li bilindciyên bajêr li ser kursî rûdine,
Gazî kesên di rê de dike, Ji kesên bi riya xwe ve diçin re dibêje:
“Sexikno werin vir!” Ji kesên kêmaqil re jî dibêje:
“Ava diziyê şîrîn e, Xwarina nanê dizî bi kêf e.”
Lê ew nizanin li wir mirî hene, Nizanin mêvanên wê li kûrahiya diyarê miriyan in.
Meselokên Silêman: Kurê şehreza bavê xwe şa dike, Kurê bêaqil kedera diya xwe ye.
Xezîneyên xerabiyê bi kêrî tiştekî nayên, Lê rastî ji mirinê rizgar dike.
Xudan kesê rast birçî nahêle, Lê xeraban têr nake.
Destê sist feqîr dike, Lê destê zîrekan dewlemend dike.
Kurê havînê qût dide hev, bi aqil e. Lê kurê di dema dirûnê de radize, rûreşê malê ye.
Li ser serê kesê rast bereket dibare, Lê devê xeraban zordariyê vedişêre.
Bibîranîna rastan bereket e, Lê navê xeraban wê birize.
Kesê dilşehreza emran qebûl dike, Lê ehmeqê zimandirêj xera dibe.
Kesê ku kamil dimeşe, di ewlehiyê de ye. Lê kesê riyên wî bihîle ne, kifş dibe.
Kesê çavên xwe dişikêne dibe sedema derdan, Lê ehmeqê zimandirêj xera dibe.
Devê ku dibêje rastiyê kaniya jiyanê ye, Lê devê xeraban zordariyê vedişêre.
Nefret, pevçûnê derdixe, Hezkirin hemû neheqiyan dibexişîne.
Şehrezayî li ser lêvên fêmdaran e, Lê ço ji bo pişta kêmaqilan e.
Şehreza zanînê didin hev, Lê devê ehmeq helakbûnê nêzîk dike.
Dewlemend serweta xwe wekî bajarê xwe yê hêzdar dibîne, Feqîriya belengazan helakbûna wan e.
Heqdestê kesê rast jiyan e, Hatina kesê xerab gunehkarî ye.
Kesê guh dide şîretê, li ser riya jiyanê ye, Lê kesê erzşikandinê qebûl nake, rê şaş dike.
Lêvên derewîn nefretê vedişêrin Û kesê buxtanan davêje bêaqil e.
Gava gotin pir in, neheqî jî ne kêm e, Kesê biaqil devê xwe digire.
Zimanê kesê rast zîvê bijare ye, Lê qîmeta aqilê xeraban hindik e.
Lêvên rastan gelek mirovan têr dikin, Lê ehmeq ji kêmahiya aqilê dimirin.
Bereketa Xudan dewlemend dike, Ew kederê lê zêde nake.
Ji bo bêaqilan riswatî kêf e, Ji bo fêmdaran şehrezayî şahî ye.
Tiştê kesê xerab jê ditirse, tê serê wî, Lê tiştê kesê rast dixwaze distîne.
Kesê xerab bi bahozê re tune dibe, Lê kesê rast her û her li ser lingan dimîne.
Ji bo diranan sirke û ji bo çavan dû çawa be, Tiral jî, ji bo kesên wî dişînin wisa ye.
Tirsa Xudan emrê mirovan dirêj dike, Lê salên kesên xerab kêm dibin.
Hêviya rastan şabûn e, Lê bendewariya xeraban vala derdikeve.
Riya Xudan ji bo kamilan keleh e, Lê ji bo neheqan helakbûn e.
Wê kesên rast her û her neleqin, Lê wê kesên xerab ji rûyê erdê rabin.
Ji devê rastan şehrezayî derdikeve, Lê wê zimanê xerab bê jêkirin.
Lêvên rastan tişta meqbûl dizane, Lê devê xeraban, xerab e.
Mêzîna bihîle li ber Xudan kirêt e, Kevirê rast ê giraniyê pê xweş e.
Çaxê quretî tê, riswatî jî tê, Lê şehrezayî bi nefsbiçûkan re ye.
Kamiliya dilrastan rêberiya wan dike, Lê derewkariya bêbextan wan xerab dike.
Di roja xezebê de serwet bi kêrî tiştekî nayê, Lê rastî ji mirinê rizgar dike.
Rastiya mirovê kamil riya wî rast dike, Lê kesê xerab bi xerabiya xwe dikeve.
Rastiya dilrastan wan rizgar dike, Lê bêbext bi daxwazên xwe tên girtin.
Hêviya mirovê xerab bi mirinê tune dibe, Bendewariya hêzdariyê jî pê re.
Kesê rast ji tengasiyê rizgar dibe, Kesê xerab dikeve cihê wî.
Kesê xwedênenas bi devê xwe cîranê xwe helak dike, Lê kesê rast bi zanabûna xwe rizgar dibe.
Ji ber serfiraziya rastan, bajar dilgeş dibe, Ji ber tunebûna xeraban, şahî dibe.
Bi bereketa dilrastan bajar bilind dibe, Lê bi devê xeraban hildiweşe.
Kesê cîranê xwe kêm dibîne kêmaqil e, Lê mirovê fêmdar hay ji zimanê xwe heye.
Kesê fesad digere û siran dibêje, Lê kesê biewle vê yekê vedişêre.
Gelê bêrêber dikeve, Lê bi zêdebûna şêwirmendan rizgar dibe.
Kesê ji xerîban re dibe kefîl, gelek zirarê dibîne, Lê kesê ji kefîlbûnê nefret dike, di ewlehiyê de ye.
Jina keremdar digihîje rûmetê, Lê zordar tenê digihîje dewlemendiyê.
Kesê dilovaniyê dike bi canê xwe qenciyê dike, Lê zalim zehmetê dide bedena xwe.
Qezenca kesê xerab xapînok e, Lê heqdestê kesê adil ewlehî bi xwe ye.
Kesê rast, digihîje jiyanê, Lê kesê li pey xerabiyê, wê bimire.
Kesên dilxerab ji bo Xudan kirêt in, Lê ew ji kesên riyên wan kamil in razî ye.
Bêguman, kesê xerab bêceza namîne, Lê wê ziriyeta rastan rizgar bibe.
Jina bedew a ku ne serwext e, Wekî xeleka zêrîn a pozê berêz e.
Daxwaza rastan tenê qencî ye, Lê bendewariya xerab xezeb e.
Hebûna kesê comerd her diçe zêde dibe, Kesê heqdestê nade tenê xizan dibe.
Comerd wê bigihîje firehiyê, Kesê av dide kesê din, wê avê bistîne.
Kesê genim vedişêre, nifira xelkê li ser e, Lê kesê difiroşe, xêr û dua li ser e.
Kesê bi dil û can li qenciyê digere, li pey razîbûnê ye, Lê kesê li xerabiyê digere, wê dibîne.
Kesê bi dewlemendiya xwe ewle ye dikeve, Lê kesê rast wekî pelê darê şîn dibe.
Mîrasa kesê tengasiyê dide mala xwe, ba ye, Lê ehmeq ji dilşehrezayan re dibe xulam.
Berê rastan dara jiyanê ye, Şehreza canan qezenc dike.
Li vê dinyaya ku kesên rast jî heqê xwe distînin, Helbet wê kesên xerab û gunehkar jî bistînin.
Kesê ji terbiyeyê hez dike, ji zanînê hez dike, Lê kesê ji erzşikandinê nefret dike, sexik e.
Xudan ji mirovê qenc razî ye, Lê ew mirovê hîlekar sûcdar dike.
Mirov bi xerabiyê nakeve ewlehiyê, Lê koka kesê rast qet naleqe.
Jina çê taca serê mêrê xwe ye, Lê jina şermê tîne, rizîbûna hestiyê wî ye.
Fikrên kesên rast adil in, Lê rêberiya xeraban bihîle ye.
Gotina xeraban kemîna xwînê ye, Lê devê dilrastan wan rizgar dike.
Xerab hildiweşin û tune dibin, Lê mala rastan ava ye.
Mirov li gorî serwextiya xwe tê pesindan, Lê dilxerab tê kêmdîtin.
Kesê xweyî xulam ê kêmketî, Ji kesê qure yê birçî çêtir e.
Rast hewcedariya heywanê xwe dizane, Lê rehma xeraban jî zordarî ye.
Kesê axa xwe dajo, bi nên têr dibe, Kesê dide pey tiştên vala, kêmaqil e.
Xerab li pey qezenca neheq e, Lê koka rastan bereketê dide.
Xerab bi neheqiya lêvên xwe dikevin dafikê, Lê rast ji tengasiyê rizgar dibin.
Mirov bi berê devê xwe ji qenciyê têr dibe, Bi karê destê xwe jî heqê xwe distîne.
Riya kesê ehmeq di çavê wî de rast e, Lê şehreza guhdariya şîretê dike.
Ehmeq yekser hêrsa xwe kifş dikin, Lê aqilmend guh nadin tinazan.
Kesê bi nefesa xwe rastiyê dibêje, edaletê tîne, Lê şahidê derewîn jî hîlekar e.
Gotinên bêfikar wekî birîna şûr e, Lê zimanê şehrezayan şifa ye.
Lêvên dilsoz heta hetayê dimînin, Lê zimanê derewîn demdemî ye.
Di dilê kesê xerabiyê pîlan dike de hîlekarî, Lê li ba şêwirmendên aştiyê şabûn heye.
Tu xerabî nayê serê rastan, Lê kesên xerab bi belayê têr in.
Lêvên derewîn ji bo Xudan kirêt in, Lê ew ji kesên dilsoz razî ye.
Aqilmend zanabûna xwe nîşan nade, Lê dilê bêaqilan ehmeqiyê radigihîne.
Destê zîrekan serweriyê dike, Lê tiral dibin sûxrevan.
Xema di dil de mirovan ditewîne, Lê gotineke baş wan dilşa dike.
Rast rê nîşanê hevalê xwe jî dide, Lê riya xeraban wan averê dike.
Tiral karê xwe nabe serî, Lê zîrek dibin xweyê serweteke mezin.
Riya rastiyê jiyan e, Tê de mirin tuneye.
Kurê şehreza guh dide terbiyeya bavê xwe, Lê tinazkar guhdariya erzşikandinê nake.
Ji gotinên devê xwe, mirovê qenc qenciyê dixwe, Lê nefesa bêbextan zordarî ye.
Kesê devê xwe digire, canê xwe diparêze, Lê kesê devê xwe nagire, helak dibe.
Canê kesê tiral çilek e, lê tiştekî nabîne Lê canê kesê zîrek firehiyê dibîne.
Kesên rast ji derewan nefret dike, Kirinên xeraban rûreşî û şermezarî ye.
Rastî kesê di riya xwe de kamil e, diparêze, Lê xerabî kesê sûcdar serobino dike.
Mirov heye tiştekî wî tuneye, Lê xwe maldar nîşan dide. Kesê din jî xwe feqîr nîşan dide, Lê gelekî dewlemend e.
Serweta kesekî berdêla canê wî ye, Lê feqîr gefxwarinê nabihîze.
Ronahiya kesên rast bi şahî pê dikeve, Lê qendîlên xeraban ditefe.
Ji quretiyê tenê pevçûn derdikeve, Lê kesê şêwrê qebûl dike, şehreza ye.
Malê bi lez û bez hatiye qezenckirin kêm dibe, Lê kesê ku bi destan dide hev, jê re zêde dibe.
Hêviya dereng dimîne, dil diêşîne, Lê daxwaza pêk tê, dara jiyanê ye.
Kesê şîretê kêm dibîne helakê tîne serê xwe, Lê kesê ji emran ditirse xelatê distîne.
Hînkirina şehrezayan kaniya jiyanê ye, Mirovan ji dafikên mirinê dûr dixe.
Serwextiya baş keremê tîne, Lê riya bêbextan helakbûn e.
Her aqilmend her kirinên xwe bi zanatî dike, Lê bêaqil ehmeqiya xwe nîşan dide.
Bela tê serê qasidê xerab, Lê şandiyê dilsoz şifa ye.
Feqîrî û riswatî tê serê kesê terbiyeyê davêje pişt guhê xwe, Lê guhdarê erzşikandinê tê rûmetkirin.
Daxwaza pêk tê ji bo can kêf e, Ji xerabiyê dûrketin ji bo kesê bêaqil kirêtî ye.
Kesê bi şehrezayan re digere şehreza dibe, Lê hevalê bêaqilan xisarê dibîne.
Xerabî dide pey gunehkaran, Lê qencî dibe xelata rastan.
Mirovê qenc ji neviyên xwe re mîrasê dihêle, Lê serweta gunehkaran ji bo rastan kom dibe.
Dibe ku zeviya feqîran bi têra xwe ber bide, Lê heke edalet tunebe, jê tê standin.
Kesê ço ji kurê xwe texsîr dike, jê nefret dike, Lê kesê ji kurê xwe hez dike, wî rêkûpêk terbiye dike.
Kesên rast heta têr dibin dixwin, Lê zikê xeraban herdem vala ye.
Jina şehreza mala xwe ava dike, Lê jina ehmeq wê bi destê xwe xera dike.
Kesê di riya rast de diçe, ji Xudan ditirse, Lê kesê riya wî hîlekarî ye, wî kêm dibîne.
Devê ehmeqan şiva li ser piştê ye. Lê lêvên şehrezayan wan diparêzin.
Li dera ga lê tuneye, afir paqij e, Lê berên zêde bi hêza gê ye.
Şahidê ewledar derewan nabêje, Lê şahidê derewîn bi nefesa xwe derewan dike.
Tinazkar li şehrezayiyê bigere jî nabîne, Lê ji bo kesê fêmdar zanîn hêsan e.
Ji mirovê bêaqil dûr be, Çimkî tu lêvên zana nabînî.
Şehrezayiya aqilmendan ew e ku riya xwe dizanin, Lê ehmeqiya bêaqilan hîlekarî ye.
Kesên ehmeq tinazên xwe bi qurbana berdêlê dikin, Lê niyeta dilrastan qencî ye.
Dil kula xwe dizane, Kesê xerîb şahiya wî hevpar nake.
Mala xeraban helak dibe, Lê konê dilrastan ava dibe.
Rê heye li ber mirovan rast xuya dike, Lê dawiya wê dibe mirinê.
Di dema kenê de jî dil dikare bi kul be Û dawiya şahiyê keder e.
Dilê averê bi riyên xwe, Mirovê qenc bi kirinên xwe jî têr dibe.
Kesê sexik baweriya xwe bi her tiştî tîne, Lê aqilmend hay ji gavên xwe heye.
Şehreza bi tedbîr e û dev ji xerabiyê berdide, Lê bêaqil qure ye û bi xwe ewle ye.
Kesê hêrsok ehmeqiyê dike Û hîlekar tê nefretkirin.
Kesên sexik bêaqiliyê mîras distînin, Lê taca zanînê datînin ser serê aqilmendan.
Kesên xerab li ber qencan ditewin, Belê, xerab li ber dergehên rastan xwe ditewînin.
Feqîr li ber çavê cîranê xwe jî reş e, Lê hevalên dewlemendan gelek in.
Kesê cîranê xwe kêm dibîne guneh dike, Lê kesê li ber bindestan dikeve bextewar e.
Ma kesên xerabiyê saz dikin riya xwe şaş nakin? Lê ji kesên qenciyê saz dikin re dilsozî û dilovanî heye.
Di her kedê de qezenc heye, Lê gotina vala tenê xizaniyê tîne.
Taca şehrezayan dewlemendiya wan e, Lê ehmeqiya bêaqilan ehmeqiyê tîne.
Şahidê rastîn canan rizgar dike, Lê şahidê derewîn hîleyê tîne.
Kesê ji Xudan ditirse di ewlehiya qewîn de ye, Wê sitargeha kurên wî be.
Tirsa Xudan kaniya jiyanê ye, Mirovan ji dafikên mirinê dûr dixe.
Rûmeta padîşah, zêdebûna gelê wî ye, Lê bi tunebûna netewe, serwer jî helak dibe.
Kesê zû hêrs nabe gelek fêmdar e, Lê kesê hêrsok ehmeqiyê birûmet dike.
Dilê rihet jiyana bedenê ye, Lê hesûdî rizîbûna hestiyan e.
Kesê zorê li belengazan dike, Bi Afirandarê wan tinazan dike, Lê kesê li ber hejaran dikeve, Afirîner birûmet dike.
Kesê xerab bi xerabiya xwe xera dibe, Lê di mirinê de jî sitargeha rastan heye.
Şehrezayî di dilê mirovê fêmdar de rihet rûdine, Di nav bêaqilan de jî tê zanîn.
Edalet miletekî bilind dike, Lê guneh ji bo miletan şermezarî ye.
Padîşah ji xulamê biaqil razî ye, Lê ew li kesê şermê tîne hêrs dibe.
Bersiva nerm hêrsê datîne, Lê gotina hişk kela xezebê radike.
Zimanê şehrezayan zanînê baş kifş dike, Lê ji devê bêaqilan ehmeqî diherike.
Çavê Xudan li her derê ye, Ew qenc û xeraban dibîne.
Zimanê şifayê dara jiyanê ye, Lê zimanê derewîn ruhan birîndar dike.
Ehmeq terbiyeya bavê xwe kêm dibîne, Lê kesê guh dide erzşikandinê, jîr e.
Li mala rastan xezîneyeke mezin heye, Lê di debara xeraban de zehmetî heye.
Lêvên şehrezayan zanînê belav dike, Lê dilê bêaqilan ne wisa ye.
Qurbana xeraban li ber Xudan kirêt e, Lê ew ji duaya dilrastan razî ye.
Riya xeraban li ber Xudan kirêt e, Lê ew ji kesên li pey edaletê, hez dike.
Terbiyeya zor ji kesê averê re ye, Lê kesê ji erzşikandinê nefret dike, wê bimire.
Warê helakê û diyarê miriyan jî li ber çavê Xudan vekirî ye, Nexasim dilê mirovan!
Tinazkar ji erzşikandinê hez nake, Ew naçe ba şehrezayan.
Dilê şa beşera xweş e, Lê dilê kul rih diperçiqîne.
Dilê kesê fêmdar li zanabûnê digere, Lê devê bêaqilan ehmeqiyê diçêre.
Hemû rojên bindestan xerab in, Lê dilekî şa herdem ziyafetê dike.
Hebûna biçûk a bi tirsa Xudan, Ji xezîneya mezin a bi xem û xofan çêtir e.
Xwarina pincarê ya li dera ku hezkirin heye, Ji goştê gayê dermalekirî yê bi nefretê çêtir e.
Mirovê hêrsok pevçûnê dertîne, Lê kesê zû hêrs nabe, şer radiwestîne.
Riya tiralan sinca bi dirî ye, Lê rêçika dilrastan kolana fireh e.
Kurê şehreza bavê xwe şa dike, Lê bêaqil diya xwe kêm dibîne.
Ji kesê kêmaqil re ehmeqî şahî ye, Lê mirovê fêmdar riya xwe rast dike.
Gava şêwir nabe, pîlan vala derdikevin, Lê zêdebûna şêwirmendan serketinê tîne.
Mirov bi bersiva maqûl şa dibe, Gotina di cih de tê gotin, çiqas xweş e!
Ji bo biaqil, riya jiyanê ber bi jor ve diçe Ku nekeve diyarê miriyan.
Xudan mala qureyan xera dike, Lê sînorê jinebiyan zexim dike.
Fikrên xerab li ber Xudan kirêt in, Lê gotinên keremê pak in.
Kesê çavê wî li qezenca neheq e, Tengasiyê dide mala xwe, Lê kesê ji bertîlê nefret dike, wê bijî.
Dilê kesê rast ji bo bersivê kûr difikire, Lê ji devê xeraban xerabî diherike.
Xudan ji xeraban dûr e, Lê duaya rastan dibihîze.
Ronahiya çavan şahiyê dide dilan, Xebera baş hestiyan dişidîne.
Kesê guh dide erzşikandina ku jiyanê tîne, Di nav şehrezayan de rûdine.
Kesê terbiyeyê davêje pişt guh, xwe jî red dike, Lê kesê guh dide erzşikandinê, şehrezayiyê bidest dixe.
Tirsa Xudan şîreta şehrezayiyê ye, Nefsbiçûkî şertê pêşî yê rûmetê ye.
Pîlanên dil ji mirovan e, Lê bersiva zimên ji Xudan e.
Hemû riyên mirov di çavê wî de pak in, Lê Xudan niyetan datîne ser mêzînê.
Karên xwe bispêre Xudan Wê pîlanên te pêk werin.
Xudan her tiştî ji bo armancekê afirand, Kesê xerab jî, ji bo roja xerab.
Her kesê dilqure li ber Xudan kirêt e, Bawer bin bêceza namîne.
Bi dilsozî û dilovanî xerabî tê nixamtin Û bi tirsa Xudan, mirov ji xerabiyê dûr dibin.
Gava Xudan ji riyên mirovan razî be, Dike ku bi dijminên wan re jî aş be.
Karê hindik ê heq, Ji serweta neheq çêtir e.
Mirov di dilê xwe de riya xwe saz dike, Lê Xudan rêberiya gavên wî dike.
Biryarên Xwedê li ser lêvên padîşah in, Devê wî di dîwanê de neheqiyê nake.
Mêzîn û elbikên adil, ên Xudan in, Hemû kevirên giraniyê, karê wî ne.
Xerabî ji bo padîşahan kirêt e, Çimkî text bi edaletê ava dibe.
Padîşah ji lêvên rast razî ye, Ji kesên rastgo hez dike.
Hêrsbûna padîşah qasida mirinê ye, Kesê şehreza, wê aş dike.
Di ronahiya rûyê padîşah de jiyan heye, Razîbûna wî wekî ewrê barana biharê ye.
Standina şehrezayiyê ji zêrê xas çêtir e, Standina fêmdariyê ji zîv baştir e.
Riya dilrastan ji xerabiyê dûr e, Kesê hay ji riya xwe heye, canê xwe diparêze.
Beriya hilweşînê pozbilindî, Beriya ketinê jî ruhê quretiyê tê.
Di nav bindestan de nefsbiçûkî, Bi qureyan re, ji parvekirina talên çêtir e.
Kesê guhdariya şîretê dike, qenciyê dibîne Û kesê bi Xudan ewle ye bextewar e.
Ji kesê dilşehreza re fêmdar tê gotin Û zimanşîrînî hînbûnê zêdetir dike.
Serwextî ji bo xweyê xwe kaniya jiyanê ye, Lê ehmeqî terbiyeya ehmeqan e.
Dilê şehrezayan aqil dide devê wan, Hînkirinê li ser lêvên wan zêdetir dike.
Gotina keremê şana hingiv e, Ji bo can şîrîn, ji bo hestiyan şifa ye.
Rê heye li ber mirovan rast xuya dike, Lê dawiya wê dibe mirinê.
Dilê xebatkar dibije xebata wî, Birçîbûn wî li karî sor dike.
Zilamê xerab xerabiyê çêdike, Li ser lêvên wî agirekî gur heye.
Zilamê tevlihev dike, pevçûnê dertîne, Buxtanbêj dostên nêzîk ji hev vediqetîne.
Zordar cîranên xwe dixapîne Ku wan di riya nebaş de dimeşîne.
Çavgirtin ji bo pîlanên hîlekariyê, Devgirtin ji bo kirina xerabiyê ye.
Porê spî taca rûmetê ye, Bi jiyana rast hatiye bidestxistin.
Kesê zû hêrs nabe, ji mêrxasekî, Kesê hay ji nefsa xwe heye, ji kesê fetha bajaran kiriye çêtir e.
Pişk tê avêtin, Lê her biryara wê ji Xudan e.
Pariyekî nanê ziwa bi aramî, Ji maleke tije pevçûn çêtir e.
Koleyê biaqil, ji kurê dişermîne re dibe serwer Û di nav birayan de ji mîrasê par distîne.
Agirdank ji bo zîv, êtûn ji bo zêr e, Lê yê ku dilan diceribîne Xudan e.
Kesê xerab guhdariya lêvên xerabkar dike, Derewkar guh dide zimanê belayê.
Kesê henekê xwe bi feqîran dike, Tinazê xwe bi Afirînerê wan dike, Kesê bi felaketê şa dibe, bêceza namîne.
Nevî taca serê pîran in, Rûmeta kuran bavan e.
Çawa ku gotinên çê li ser lêvên ehmeqan çênabe, Lêvên derewîn jî qet li mîran nayê.
Bertîl di çavê xweyê xwe de kevirekî biqedir e, Berê xwe bi kîjan alî ve bide, bi ser dikeve.
Kesê neheqiyan dibexişîne, hevaltiyê xurt dike, Lê kesê behsa meseleyan dike, dostan ji hev vediqetîne.
Erzê mirovê fêmdar carekê bê şikandin, Ji sed derbên ku li bêaqilan dikevin, girantir e.
Kesê li xerabiyê digere herdem serî hildide, Loma wê qasidê zalim bişînin ser wî.
Rasthatina hirça ji ferxikên xwe hatiye kirin, Ji rasthatina bêaqilekî gava ehmeqiya xwe dike, çêtir e.
Kî beramberê qenciyê xerabî dike, Xerabî ji mala wî dernakeve.
Destpêka pevçûnê wekî berdana avê ye, Loma beriya ku pevçûn derkeve, dev jê berde.
Kesê xeraban bêsûc dertîne, Kesê rastan sûcdar derdixe, Herdu jî li ber Xudan kirêt in.
Kesê bêaqil çima ji bo şehrezayiyê pere xerc bike? Ew ji xwe ji fêmdariyê dûr e.
Heval herdem hez dike, Bira jî, ji bo tengasiyê çêbûye.
Kêmaqil dest diguvêşe Û ji cîranê xwe re dibe kefîl.
Kesê ji pevçûnê hez dike, hezkirê neheqiyê ye, Kesê dergehê xwe bilind çêdike, li wêranbûna xwe digere.
Kesê dilxerab qenciyê nabîne, Kesê gotina xwe diguhere jî dikeve belayê.
Bavê kurê bêaqil dilkeder e, Şahiya bavê kurê ehmeq tuneye.
Dilê şa derman e, Lê ruhê şikestî hestiyan ziwa dike.
Kesê xerab bi dizî bertîlê distîne Ku riyên edaletê şaş bike.
Çavê mirovê fêmdar li şehrezayiyê ye, Lê çavê kesê bêaqil li her derê dinyayê ye.
Kurê bêaqil kedera bavê xwe, Kula dilê dayika xwe ye.
Cezakirina rastan ne qenc e, Ne jî lêxistina camêran, ji bo dirustiya wan.
Kesê zana hay ji zimanê xwe heye, Ruhê kesê fêmdar bêhnfireh e.
Ehmeqê bêdeng, şehreza, Devê xwe bigire jî fêmdar tê dîtin.
Yê xwe ji kesên din dide alî, li pey daxwaza xwe ye, Ew li dijî her şîretê ye.
Kesê bêaqil ji fêmkirinê hez nake, Ew tenê dixwaze fikra xwe bêje.
Gava xerabî tê, kêmdîtin jî tê, Riswatî jî dide pey rûreşiyê.
Gotinên devê mirov avên kûr in, Kaniya şehrezayiyê jî çemekî diherike.
Li dîwanê çawa neheqiya li kesê rast ne baş be, Meyla li kesê xerab jî, ne baş e.
Lêvên kesê bêaqil pevçûn dertînin, Devê wî gazî lêdanê dike.
Devê kesê bêaqil wî helak dike, Lêvên wî ji canê wî re dafik e.
Gotinên fitnekaran wekî pariyê şîrîn e, Heta dil û hinavan diçe.
Kesê di karê xwe de tiral e, Birayê xerabkaran e.
Navê Xudan birceke hêzdar e, Kesê rast dibeze navê û jê re sitar e.
Dewlemend serweta xwe wekî bajarê xwe yê hêzdar dibîne, Jê kirî ew sûrên bilind in.
Beriya ketinê dilê quretî, Beriya rûmetê jî nefsbiçûkî tê.
Beriya guhdariyê bersivandin, Ehmeqî û şermezariyê ye.
Ruhê mirovan di nexweşiyê de sebir dike, Kî dikare ruhê birîndar ragire?
Dilê kesê fêmdar zanabûnê bidest dixe, Guhê kesê şehreza li zanabûnê digere.
Kesê diyariyan dide, deriyan li xwe vedike Û wî dibe ba giregiran.
Di dozê de kesê pêşî dibêje rast xuya dike, Lê gava kesê din wî diceribîne, diguhere.
Pişk pevçûnê diqedîne Û di nav hêzdaran de biryarê dide.
Razîkirina birayê xeyidî, ji standina bajarê bisûr zortir e, Pevçûn wekî zirzeyê kelehê ye.
Zikê mirovan bi fêkiyê devê wan, Bi berê lêvên wan têr dibe.
Jiyan û mirin di destê zimên de ye, Kesên jê hez dikin, wê ji berê wî bixwin.
Kesê jinekê dibîne, qenciyê dibîne, Çimkî Xudan jê razî ye.
Feqîr lava dike, Lê dewlemend bi hişkî bersivê dide.
Heval hene dibin helakê, Lê dost hene ji bira jî nêzîktir in.
Feqîrê ku riya wî kamil e, Ji bêaqilê ku li ser lêvên wî derew hene, çêtir e.
Hewesa bêzanebûn ne qenc e Û kesê lingên lezgîn riya xwe şaş dike.
Ehmeqiya mirovan riya wan serobino dike, Lê dîsa jî, ji Xudan dixeyidin.
Serwet hevalan zêde dike, Lê dostê kesê belengaz jê diqete.
Şahidê derewîn bêceza namîne, Kesê bi nefesa xwe derew dike wê nefilite.
Gelek kes dixwazin bikevin çavê camêran, Her kes dixwaze bibe hevalê comerdan.
Heke birayên kesê feqîr jê nefretê bikin, Helbet wê dostên wî jî jê dûr bikevin. Çiqas jî li pey wan lava dike, Lê belê ew çûne.
Kesê şehrezayiyê bidest dixe ji canê xwe hez dike, Kesê fêmdariyê diparêze, qenciyê dibîne.
Şahidê derewîn bêceza namîne, Kesê bi nefesa xwe derew dike wê tune bibe.
Çawa jiyana kêf û şahiyê li bêaqilan nakeve, Serweriya mîran jî wê qet li koleyan nekeve.
Mirovê aqilmend zû hêrs nabe, Bexişandina sûcan wî rûmetdar dike.
Hêrsa padîşah wekî himîna şêrê ciwan e, Lê razîbûna wî wekî xunava ser giyê ye.
Kurê bêaqil bela serê bavê xwe ye, Jina şerûd dilopa berdewam e.
Mal û milk ji mîrasa bavan e, Lê jina serwext diyariya Xudan e.
Bêkêrî mirovan dixe xewa giran, Tiral birçî dimîne.
Kesê emrê Xwedê diparêze, canê xwe diparêze, Lê kesê riya wî kêm dibîne, dimire.
Kesê li ber belengazan dikeve, bi deyn dide Xudan, Ew bergîdana kirina wî dide.
Hê ku hêvî heye kurê xwe terbiye bike, Nebe sedema helakbûna wî.
Kesê hêrsok wê cezayê xwe bibîne, Tu wî rizgar jî bikî, neçar î dîsa bikî.
Guh bide şêwrê û terbiyeyê qebûl bike Ku tu di rojên xwe yên mayî de şehreza bî.
Mirov di dilê xwe de gelek tiştan difikire, Lê ya ku dibe, armanca Xudan e.
Ji mirovan dilsozî tê xwestin, Feqîrî ji derewkariyê çêtir e.
Tirsa Xudan jiyanê tîne, Pê mirov şevê têr diborîne Û xerabî nayê serê wî.
Tiral destê xwe dirêjî tasê dike, Lê naxwaze bibe devê xwe jî.
Li tinazkar bixe, wê sexik serwextiyê hîn bibe, Erzê kesê fêmdar bişikêne, wê zanabûnê bi dest bixe.
Kurê ku zorê li bavê xwe dike û diya xwe diqewitîne, Rûreşî û şermezariyê tîne.
Lawo, heke tu guhdariya şîretê bihêlî, Tê ji gotinên zanînê bixapî.
Şahidê beredayî tinazên xwe bi edaletê dike, Devê xeraban neheqiyê dadiqurtîne.
Ji tinazkaran re ceza, Ji pişta bêaqilan re jî lêdan amade ye.
Şerab dike tinazkar, mey dike xirecir, Her kesê ji ber wan tê xapandin, ne şehreza ye.
Tirs û sawa padîşah wekî himîna şêrê ciwan e, Her kesê wî hêrs bike, canê wî tune dike.
Reva ji pevçûnê, ji bo mirovan rûmet e, Lê her ehmeq bi gotinan xwe davêje nav şêr.
Zivistanê tiral cot nake, Dema hilanînê digere lê tiştek tuneye.
Pîlana dilê mirovan wekî ava kûr e, Lê kesê fêmdar wê dikişîne.
Gelek kes dilsoziya xwe îlan dikin, Lê kî dikare mirovê ewle bibîne?
Kesê rast di riya kamiliyê de diçe, Xwezî bi wan kuran ku li pey wî tên!
Padîşahê li ser textê dadbarkirinê rûdine, Her xerabiyê bi çavên xwe ji hev diqetîne.
Ma kî dikare bêje: “Min dilê xwe paqij kir, Ez ji gunehên xwe pak bûm?”
Kevirên hîlekar û pîvanên şaş, Herdu jî li ber Xudan kirêt in.
Zarok jî bi kirina xwe, xwe dide nasîn, Ka gelo karên wî rast û pak in.
Guhê bihîstinê û çavê dîtinê, Herdu jî Xudan çêkirine.
Ji xewê hez neke, tê feqîr bibî, Çavê xwe veke, tê ji nên têr bibî.
Kesê dikire dibêje: “Xerab e, xerab e!” Lê gava diçe, pesnê wî tiştî dide!
Gelek zêr û cewher hene, Lê lêvên zana hêjatir e.
Cilê kesê ji xerîb re bûye kefîl bistîne, Ji kesê ji biyanî re bûye kefîl gerew bistîne.
Nanê bi hîlekariyê ji mirov re şîrîn e, Lê piştre dev bi kevirokan tije dibe.
Pîlan bi şêwrê tên xurtkirin, Bi rêberên saxlem re here şêr.
Fesad siran jî venaşêre, Loma tu bi kesê devsist re nebe heval.
Kesê nifir li bav an diya xwe dike, Qendîla wî di nîvê taristanê de ditefe.
Mal û milkê pêşî bi lezgînî tê bi dest xistin, Di dawiyê de bêbereket e.
Nebêje: “Ezê bergîdana xerabiyê bidim.” Li benda Xudan be û wê te rizgar bike.
Kevirên hîlekar li ber Xudan kirêt in, Mêzîna şaş ne qenc e.
Gavên mirov ji aliyê Xudan ve têne avêtin, Wê mirov çawa bikaribe riya xwe fêm bike?
Bêyî ku bifikire, Bibêje: “Ev pîroz e” û soz bide, Ji bo mirov dafik e.
Padîşahê şehreza xeraban bêjing dike Û berêş di ser wan de digindirîne.
Ruhê mirov qendîla Xudan e, Ew bi dil û hinavên mirov dizane.
Dilsozî û dilovanî padîşah diparêzin, Erê, textê wî bi dilsoziyê tê xurtkirin.
Xweşikbûna xortan hêza wan e, Rûmeta kalan, porê spî ye.
Derbê ku birîndar dike, xerabiyê paqij dike, Lêxistin jî dil û hinavan pak dike.
Dilê padîşah coya avê ye ku di destê Xudan de ye, Bi ku ve bixwaze, dişîne wê derê.
Hemû riya mirovekî di çavê wî de rast e, Lê Xudan dilan datîne ser mêzînê.
Li gorî Xudan pêkanîna rastî û edaletê, Ji pêşkêşkirinê çêtir e.
Dilquretî û pozbilindî Qendîla xeraban e û guneh e.
Pîlanên kesê zîrek esse qezencê tîne, Lê her kesê dilezîne esse digihîje xizaniyê.
Xezîneya bi zimanê derewîn tê çêkirin, Wekî mijê derbas dibe û dafika mirinê ye.
Wê zordariya xeraban wan hilde û bibe, Çimkî ew naxwazin edaletê bikin.
Riya sûcdaran xwar e, Lê karê dilrastan pak e.
Li kujê banê xanî rûniştin, Ji rûniştina malê ya bi jina şerûd re çêtir e.
Canê xeraban xerabiyê dixwaze, Cîranên wan di çavê wan de keremê nabînin.
Gava tinazkar tê cezakirin, sexik şehrezatir dibe, Çaxê şehreza tê hînkirin, zanîna wî zêdetir dibe.
Yê rast li mala kesê xerab dinêre, Ew bi felaketan, xeraban serobino dike.
Kesê guhê xwe nade hewara belengazan, Kes bersiva hewara wî jî nade.
Diyariya bi dizî tê dayîn hêrsê, Bertîla di hembêzê de tê dewisandin, xezeba dijwar datîne.
Kirina edaletê şahiya rastan e, Lê ji bo kesê xerabî dike, tirs û saw e.
Mirovê ji riya aqilmendiyê averê dibe, Di nav koma miriyan de bêhna xwe vedide.
Kesê ji şahiyê hez dike digihîje xizaniyê, Kesê ji rûn û şerabê hez dike dewlemend nabe.
Bergîdana kesê rast, kesê xerab e Bergîdana dilrastan jî bêbext e.
Rûniştina li beriyê, Ji rûniştina bi jina şerûd û bihêrs re çêtir e.
Xezîneyên hêja û rûnê zeytê li mala şehrezayan hene, Lê bêaqil hebûna xwe jî dadiqurtîne.
Kesê dide pey rastî û dilovaniyê, Jiyan, rastî û rûmetê dibîne.
Şehreza êrîşê bajarê hêzdaran dike Û birca pê ewle ne, tîne xwarê.
Kesê bi dev û zimanê xwe dikare, Canê xwe ji tengasiyan diparêze.
Kesê qure û pozbilind, navê wî tinazkar, Karên wî bi quretiyê diherikin.
Daxwaza kesê tiral wî dikuje, Çimkî destê wî xebatê red dike.
Mirov heye herdem dixwaze, Lê kesê rast dide û texsîr nake.
Qurbana xeraban kirêt e, Nexasim gava bi niyeta xerab tînin!
Şahidê derewîn tune dibe, Lê kesê guhdar e, şahidiya wî herdem ewle ye.
Kesê xerab rûyê xwe tirş û dijwar dike, Lê dilrast riya xwe saxlem dike.
Ne şehrezayî, ne fêmdarî, ne jî şêwir heye Ku li dijî Xudan bi ser bikeve.
Hesp ji bo roja şer tê amadekirin, Lê serfirazî ji Xudan e.
Navê baş ji dewlemendiya mezin qenctir e, Kerem ji zêr û zîv çêtir e.
Feqîr û dewlemend rastî hev tên, Afirînerê herduyan jî Xudan e.
Aqilmend gava xerabiyê dibîne xwe vedişêre, Sexik xwe davêje pêş û xisarê dibîne.
Xelata nefsbiçûkî û tirsa Xudan, Jiyan, rûmet û dewlemendî ye.
Li ser riya kesê dilxerab dirî û dafik hene, Kesê canê xwe diparêze, xwe ji wan dûr dixe.
Di zarokatiyê de riya rast hîn bike, Gava pîr bibe ew jê averê nabe.
Dewlemend li ser feqîran dibe serwer Û deyndar dibe xulamê xweyê deynan.
Kesê neheqiyê diçîne wê xerabiyê bidirû, Şiva hêrsa wî jî wê bişikê.
Comerd tê bereketkirin, Çimkî ew nanê xwe dide belengazan.
Tu tinazkar biqewitîne wê pevçûn here, Berberî û riswatî jî namîne.
Kesê ji dilê pak hez dike Û kerem li ser lêva wî ye, Wê ji padîşah re bibe heval.
Çavê Xudan zanînê diparêze, Lê gotinên xayînan serobino dike.
Tiral dibêje: “Li ser kuçeyê şêr heye! Ezê li derve bêm kuştin!”
Devê jina çavlider çala kûr e, Kesê Xudan jê hêrs dibe dikeve wir.
Bêaqilî di dilê zarokan de girêdayî ye, Lê çoyê terbiyeyê wî jê dûr dixe.
Kesê ji bo qezencê zorê li belengazan dike Û kesê tiştan dide dewlemendan, wê esse bibe xizan.
Guh bide, gotinên şehrezayan bibihîze! Meyla xwe bide ser hînkirina min.
Çimkî xweş e tu wan li ser dilê xwe bigirî, Bila ew bi tevahî li ser lêvên te bin.
Min îro bi te, erê bi te ev dan zanîn Ku tu bi Xudan ewle bî.
Ma min ji bo te Sî gotinên şêwir û zanînê nenivîsî?
Ez van gotinan hînî te dikim Ku tu bizanî çi rast û ewle ne, Tê jî bersiva rast bidî kesên te dişînin.
Ji ber ku belengaz e, kesê belengaz neşelîne, Kesê bindest jî li dergehê bajêr neperçiqîne.
Çimkî wê Xudan doza wan binêre Û canê kesên ku ew şelandine bişelîne.
Bi hêrsokan re hevaltiyê neke, Bi kesên zû hêrs dibin re, rêve neçe.
Yan na tê hînî riyên wan bibî Û canê xwe bixî dafikê.
Tu ji wan kesan nebe Ku ji deyn re dibin kefîl Û destên hev diguvêşin.
Heke ji bo deynan tiştekî te tunebe, Ji bo çi wê dewşeka bin te bistînin?
Cihê sînorê kevin neguherîne Ku bav û kalên te danîne.
Te ew mirovê di karê xwe de serketî ye dîtiye? Ew kes li ber padîşahan disekine, Ne li ber beredayî û bêkêran.
Çaxê tu bi serwerekî re li ser xwarinê rûdinî, Bala xwe baş bide ya ku li ber te ye
Û heke dilê te pir diçê, Kêrê deyne ser qirika xwe.
Bila dilê te neçe xwarinên wî yên bilezet, Çimkî ew nanê hîleyê ye.
Xwe newestîne ku dewlemend bibî, Dev ji vê fikrê berde.
Çaxê te çav berdayê, serwet namîne Çimkî baskan ji xwe re çêdike Û wekî teyrekî difire ezmanan.
Tu nanê kesê çikûs nexwe, Bila dilê te neçe xwarinên wî yên bilezet.
Çimkî ew pariyên devê te dijmêre, Ji te re dibêje: “Bixwe, vexwe!” Lê dilê wî ne li ser te ye.
Tê pariyê xwariye vereşî Û gotinên te yên şîrîn wê bêkêr bin.
Li ber bêaqilan nepeyive, Çimkî ew serwextiya peyvên te kêm dibînin.
Cihê sînorê kevin neguherîne Û nekeve zeviya sêwiyan.
Çimkî Rizgarkarê wan hêzdar e, Wê doza wan li dijî te bike.
Bila dilê te li ser terbiyeya te be Û guhê te li ser gotinên zanînê.
Terbiyeyê ji zarokên xwe texsîr neke, Tu ço jî lê bixî, wê nemire.
Heke tu ço lê bixî, Tê canê wî ji diyarê miriyan rizgar bikî.
Lawo, heke dilê te şehreza be, Wê dilê min jî şa be.
Gava lêvên te gotinên rast bibêjin, Wê canê min şa bibe.
Bila dilê te hesûdiya gunehkaran neke, Lê herdem bi tirsa Xudan bijî.
Bi vî awayî wê pêşerojek hebe, Wê hêviya te winda nebe.
Lawo, bibihîze û şehreza be, Dilê xwe bide ser riya rast.
Ne di nav serxweşên şerabê de, Ne jî bi têrnexwaran re bibe.
Çimkî wê serxweş û têrnexwar feqîr bibe Û wê xewarî jî wekî potikan xwe li wan bike.
Tu guh bide bavê xwe ku can daye te Û diya xwe kêm nebîne gava pîr bibe.
Rastiyê bikire û nefiroşe, Terbiye, şehrezayî û fêmdariyê jî bikire.
Bavê kesê rast dilgeş e, Kesê can bide kurê şehreza pê şa dibe.
Bila dê û bavê te şa bin, Diya tu aniye dinyayê dilgeş be.
Lawo, dilê xwe bide min, Bila çavê te baş binêre li riyên min.
Çimkî fahîşe çaleke kûr e Û jina bêwefa bîreke teng e.
Ew wekî rêbir kemînê datîne Û zilamên bêbext zêde dike.
Axîn ya kê ye? Waxîn ya kê ye? Pevçûn ya kê ye? Gilî û gazin ya kê ye? Birînên bêsedem û çavên sorbûyî yên kê ne?
Kesên li ser şerabê rûniştine û ranabin, Kesên şerabên tevlihev diceribînin.
Gava şerab sor dibe û di kasê de dibiriqe, Li xweşherikîna gewriyê nenêre.
Di dawiyê de wekî marekî pê vedide, Wekî koremarekî gez dike.
Wê çavê te tiştên xerîb bibîne, Wê dilê te tiştên xerab bibêje.
Tê bibî wekî kesê carna li nav deryayê, Carna jî li ser stûna gemiyê radize.
Tê bêjî: “Li min xistin lê ez ne êşiyam, Li min dan lê bi xwe nehesiyam. Ezê kengê hişyar bim Ku ez dîsa vexwim?”
Hesûdiya mirovên xerab neke, Nexwaze ku tu bi wan re bî.
Çimkî dilê wan li ser zordariyê difikire Û devê wan behsa belayan dike.
Bi şehrezayiyê mal tê avakirin, Bi fêmdariyê tê xurtkirin.
Bi zanabûnê odeyên wan, Bi her cure tiştên xweş û hêja tije dibin.
Şehreza hêzdar dibe, Zana qewetê zêde dike.
Çimkî tu bi rêberiyê şerê xwe dikî Û bi zêdebûna şêwirmendan serfiraz dibî.
Şehrezayî ji bo ehmeqan gelekî bilind e, Ew li ber dergehê bajêr devê xwe venakin.
Ji mirovê xerabiyê dişêwire re, Mirovê hîlekar tê gotin.
Niyeta ehmeqîkirinê guneh e, Tinazkar ji mirovan re kirêt e.
Heke tu di roja teng de sist bî, Hêza te jî tengezar e.
Kesên li ber kuştinê rizgar bike, Kesên bi kulekî dibin serjêkirinê bigire û nehêle.
Heke tu bêjî: “Lê min ev nizanibû” Ma Yê ku dilan datîne ser mêzînê fêm nake? Ma Yê ku canê te diparêze nizane? Ma wê bergîdana kirinên hemû mirovan nede?
Lawo, hingiv bixwe, çimkî qenc e, Hingivê safî ji devê te re şîrîn e.
Bizane ku şehrezayî jî, ji bo canê te wisa ye, Heke tu wê bibînî, wê dawiya te baş be Û wê hêviya te vala dernekeve.
Ya zilamê xerab, li dijî mala kesê rast kemînê daneyîne, Warê wî xera neke.
Çimkî rast heft caran bikevin jî, dîsa radibin, Lê di felaketê de kesên xerab wêran dibin.
Bi ketina dijminê xwe şa nebe Û bi terpilîna wî, bila dilê te kêfxweş nebe.
Nexwe wê Xudan vê yekê bibîne, Wê razî nebe Û hêrsa xwe ji ser wî rake.
Ji ber xeraban, xeman nexwe, Hesûdiya mirovên xerab neke.
Çimkî pêşeroja xeraban tuneye Û qendîla xeraban ditefe.
Lawo, ji Xudan û padîşah bitirse Û nebe alîgirê serhildêran.
Çimkî felaketa wan jinişkave tê, Gelo kî dizane wê ji herduyan çi were serê wan.
Ev jî gotinên şehrezayan in: Di dîwanê de ferq û meylî ne baş e.
Kesê ji kesê xerab re dibêje: “Tu rast î” Wê gel naletê lê bibarîne, netewe nefretê jê bike.
Xwezî bi wan ku erzê xeraban dişikênin, Bereketa qenc bi ser wan de tê.
Kesê bersiva dirust dide, Çawa ku lêvan ramûse.
Tu li derve pergalê bide karê xwe, Zeviya xwe amade bike. Paşê mala xwe ava bike.
Bêsedem li dijî cîranê xwe şahidiyê neke, Bi lêvên xwe nexapîne.
Nebêje: “Ya wî li min kir, ezê jî lê bikim, Li gorî kirina wî lê vegerînim.”
Ez di nav zeviya kesê tiral, Di nav rezê mirovê kêmaqil re derbas bûm.
Va ye li her derê dirî derketibûn, Giyayê gezgezkê bi ser ketibû, Dîwarê kevir hatibû hilweşandin.
Min dît û ez kûr fikirîm, Min nihêrî û min jê şîret girt.
Hinekî xew, hinekî xewarî, Hinekî destê xwe bide hev û bêhna xwe vede,
Wê feqîrî wekî rêbirekî bê ser te, Xizanî wekî şervanekî bê ser te.
Ev jî meselokên Silêman in. Zilamên Hîzqiyayê Padîşahê Cihûdayê ev dan hev û nivîsandin.
Veşartina tiştekî rûmeta Xwedê ye, Lê rûmeta padîşahan lêkolîna tiştan e.
Wekî bilindahiya ezmên û wekî kûrahiya erdê, Wisa jî dilê padîşahan nayê zanîn.
Ji zîv tortê biqetîne, Ji zîvker re taximek derdikeve.
Tu kesê xerab ji hizûra padîşah dûr bixe, Wê textê wî bi rastiyê qewîn be.
Li hizûra padîşah xwe nede pêş, Di nav giregiran de nesekine.
Çêtir e ji te re bêje: “Keremke, were jor!” Ji nizimkirina te li ber mîrekî Ku çavê te dibîne.
Bi lez serî li dîwanê nede, Dibe ku di dawiyê de, cîranê te, te bide şermê Wî çaxî tê çi bikî?
Doza xwe bi cîranê xwe re bipeyive, Lê sirên kesekî din veneke.
Nexwe wê kesê bibihîze te şermezar bike Û wê ev şermezarî li ser te bimîne.
Gotina di cih de hatiye gotin, Wekî sêvên zêrîn ên di nav zîvê qewirandî de ye.
Erzşikandina şehrezayan, ji bo guhdaran, Guharê zêrîn û xemla ji zêrê xas e.
Qasidê dilsoz ji bo kesê ew şandiye, Wekî hênikahiya berfê ya dema palehiyê ye. Ew canê xweyê xwe teze dike.
Kesê bi diyariya nedayî pesnê xwe dide, Ba û ewrên bêbaran e.
Hikûmdar bi sebrê tê qanekirin Û zimanê nerm hestî dişikêne.
Te hingiv dît, zêde nexwe, Tu zêde bixwî, tê vereşî.
Zêde neçe mala cîranê xwe, Nexwe wê ji te têr bibe û nefretê bike.
Kesê li dijî cîranê xwe şahidiya derewîn dike, Gurz, şûr û tîrê tûj e.
Di roja teng de ewlebûna bi kesê bêbext, Diranê xerab û lingê kulek e.
Ji dilekî biderd re strangotin, Di roja sar de derxistina xiftên Û sirkeya li ser sodayê ye.
Heke dijminê te birçî be, xwarinê bidê, Heke tî be, avê bidê.
Çimkî bi vê yekê, Tê perengên êgir li ser serê wî kom bikî Û wê Xudan te xelat bike.
Çawa ku bayê bakur baranê tîne, Zimanê buxtanker jî rûyan dijwar dike.
Li kujê banê xanî rûniştin, Ji rûniştina malê ya bi jina şerûd re çêtir e.
Mizgîniya xêrê ya ji welatekî dûr tê, Ji bo canê tî ava hênik e.
Kesê rast li ber xeraban dikule, Kaniya şîlo û bîra xerabûyî ye.
Çawa ku xwarina hingivê zêde ne baş e, Herdem ketina pey nav û dengê xwe jî ne baş e.
Kesê bi nefsa xwe nikare, Bajarekî hilweşiyayî û bêsûr e.
Çawa ku berf li havînê û baran li palehiyê nakeve, Wisa jî rûmet li kesê bêaqil nakeve.
Çawa ku çivîk divirvire û hechecik difire, Wisa jî nifira neheq pêk nayê.
Qemçî ji bo hespan, Hefsar ji bo keran Û ço ji bo pişta bêaqilan e.
Tu li gorî bêaqiliya ehmeqan bersiv nede wan, Nexwe tê bibî wekî wan.
Tu li gorî ehmeqiya wî bersivê bide kesê bêaqil, Ya na, wê xwe di çavê xwe de şehreza bibîne.
Xeberşandina bi destê kesê bêaqil, Wekî jêkirina lingan û vexwarina zordariyê ye.
Meseloka devê bêaqilan, Wekî lingên kulekan e.
Kesê kevir bi berkaniyê ve girê dide çawa be, Qedirdayîna bêaqilan jî wisa ye.
Meseloka devê bêaqilan, Wekî çiqlê bidirî yê destê serxweşan e.
Tîravêjên her kesî birîndar dike çawa be, Kirêkarê bêaqilan û serxweşên li ser riyan jî wisa ne.
Bêaqilê ehmeqiya xwe dubare dike, Wekî kûçikê vedigere ser vereşîna xwe ye.
Tu kesekî xwe di çavê xwe de şehreza dibîne, nas dikî? Hêviya bêaqilan jî, ji hêviya wî zêdetir e.
Tiral dibêje: “Li ser rê şêr heye! Li derve şêr digere!”
Çawa ku derî li ser zirzeyan dizivire, Tiralê li ser nivînan jî wisa ye.
Tiral destê xwe dirêjî tasê dike, Lê xîret nake bibe devê xwe.
Tiral di çavê xwe de, Xwe ji heft kesên bersiva rast dide serwextir dibîne.
Kesê dikeve şer û pevçûna hinekî din, Dest davêje guhên seyekî.
Dînê ku tîrên kujer ê ji êgir davêje
Û kesê cîranê xwe dixapîne, Paşê dibêje: “Min henek kir” jî wisa ye.
Gava êzing diqede, agir jî ditefe, Li dera fitnekar lê tuneye, pevçûn jî namîne.
Ji bo terafê komir, ji bo êgir êzing çi be, Ji bo geşkirina pevçûnê, kesê şerûd jî wisa ye.
Gotinên fitnekaran wekî pariyê şîrîn e, Heta dil û hinavan diçe.
Lêvên nerm û dilê xerab, Wekî qasikê ye ku bi zîv hatiye kiraskirin.
Kesê nefret dike, bi gotinên lêvên xwe niyetê vedişêre, Lê dilê wî tije hîle ye.
Ji gotinên wî yên xweş bawer neke, Çimkî di dilê wî de heft tiştên kirêt hene.
Nefreta wî bi hîlekariyê bê nixamtin jî, Li civatê xerabiya wî eşkere dibe.
Kesê çalê dikole bi xwe dikevê Û kevir dizivire ser kesê ew gindirandiye.
Zimanê derewkar ji wan mirovan nefret dike ku wan diperçiqîne, Devê hîlekar jî hildiweşîne.
Pesnê xwe bi sibê nede, Çimkî tu nizanî wê ew roj çi bîne.
Bila kesekî din pesnê te bide, ne devê te, Bila yê din li ser te bêjin, ne lêvên te.
Kevir giran e, sêlak jî bar e, Lê kedera kesê ehmeq ji herduyan jî girantir e.
Xezeb xedar e, hêrs jî lehî ye, Lê kî dikare li ber hesûdiyê bisekine?
Erzşikandina eşkere, Ji hezkirina veşartî çêtir e.
Birînên dostan ewle ne, Lê maçên dijminan xapînok in.
Kesê têr hingivê jî naxwaze, Lê ji kesê birçî re xwarina tehl şîrîn e.
Mirovê welatê xwe hiştî, Wekî çivîka ji hêlîna xwe averê bûye.
Rûn û bixûr dilşa dike, Şîrînbûna hevalan jî şêwra ji dil û can e.
Hevalê xwe û hevalê bavê xwe bernede, Di roja xwe ya felaketê de, neçe mala birayê xwe. Cîranê nêzîk ji birayê dûr çêtir e.
Lawo, şehreza be û dilê min şa bike Ku ez bersiva kesê tinazê xwe li min dike bidim.
Aqilmend gava xerabiyê dibîne xwe vedişêre, Sexik xwe davêje pêş û xisarê dibîne.
Cilê kesê ji xerîb re bûye kefîl bistîne, Ji kesê ji biyanî re bûye kefîl gerew bistîne.
Gava kesê serê sibê zû radibe Ku bi dengekî bilind cîranê xwe pîroz dike, Wê ev yek wekî nalet bê hesibandin.
Dilopa ku di roja baranê de nasekine Û jina şerûd, wekî hev in.
Girtina wê jinê wekî girtina bayê ye Û wekî wî kesî ye ku bi destê rastê rûnê digire.
Çawa ku hesin bi hesinê tûj dibe, Wisa jî heval, hevalê xwe tûj dike.
Kesê darhejîrê xweyî dike, ji berê wê dixwe, Kesê li xweyê xwe xweyî dike, birûmet dibe.
Çawa ku av rû nîşan dide, Dil jî nava mirovan nîşan dide.
Çawa ku warê helakê û diyarê miriyan têr nabin, Wisa jî çavên mirovan tu caran têr nabin.
Agirdank ji bo zîv, êtûn ji bo zêr e, Lê hêjabûna mirovan bi pesindanê kifş dibe.
Kesê ehmeq bi genim re di coniyê de, Bi mîrkûtê bikutî jî, Ehmeqiya wî jê naçe.
Baş hay ji pezê xwe hebe, Dilê te li ser keriyê te be.
Çimkî dewlemendî her û her namîne Û tac bi xwe jî ne ji bo her nifşî ye.
Gava çîmen namîne û ji nû ve şîn dibe, Gava giyayê çiyê tê civandin,
Wê berx ji bo cil û bergên te bin, Berdêla zeviyê jî, nêrî bin.
Wê şîrê bizinan têra xwarina te, mala te Û debara xizmetkarên te bike.
Xerab, kes nede pey jî direve, Lê rast wekî şêrê ciwan ji xwe ewle ye.
Gava welat serî radike, Serwer jî zêde dibin. Lê fêmdar pergalê didomîne.
Feqîrê ku zorê li belengazan dike, Wekî taviya baranê ye ku nên nahêle.
Kesên dev ji şerîetê berdidin, pesnê mirovên xerab didin, Lê kesên şerîetê pêk tînin, li dijî wan derdikevin.
Xerab ji edaletê fêm nakin, Lê kesên li Xudan digerin, bi kamilî fêm dikin.
Feqîrê riya kamil, Ji dewlemendê riya xwar, çêtir e.
Kesê şerîetê pêk bîne, kurekî fêmdar e, Lê hevalê mirovên têrnexwar, bavê xwe rezîl dike.
Kesê bi faîz û selefxwariyê hebûna xwe zêde dike, Wî ji bo kesê li ber belengazan dikeve, kom dike.
Kesê guhê xwe nade şerîetê, Duaya wî jî kirêt e.
Kesê berê dilrastan dide riyên xerab, Wê bi xwe bikeve çala ku kolaye, Lê qencî, mîrasa mirovên kamil e.
Dewlemend di çavê xwe de şehreza ye, Lê belengazê fêmdar dilê wî dixwîne.
Gava rast bi ser dikevin, berziyeke mezin çêdibe, Lê gava xerab tên ser kar, mirov xwe vedişêrin.
Kesê neheqiyên xwe vedişêre, bi ser nakeve, Lê kesê li wan mikur tê û dev ji wan berdide, wê rehmê bibîne.
Xwezî bi wî kesî ku herdem ji Xwedê ditirse, Lê kesê serhişk, dikeve belayê.
Serwerê xerab ê li ser belengazan, Wekî şêrê dike himîn û hirçê êrîşkar e.
Serwerê ne fêmdar e, gelekî xedar e, Lê kesê ji qezenca neheq nefret dike, emirdirêj e.
Mirovê xwîna yekî ketiye stûyê wî, Wê heta gorê bireve. Bila tu kes pişta wî negire.
Kesê di riya kamil de dimeşe, wê rizgar bibe, Lê kesê dide ser riya xwar, wê yekser bikeve.
Kesê axa xwe dajo, bi nên têr dibe, Kesê dide pey tiştên vala, bi feqîriyê têr dibe.
Bereketa kesê dilsoz gelek e, Lê kesê ji bo serwetê dilezîne, bêceza namîne.
Ferq û meylî ne baş e, Çimkî ji bo pariyek nên, mirov gunehan dike.
Mirovê çikûs li pey serwetê dibeze, Lê nizane xizanî bi ser wî de tê.
Kesê erzê yekî dişikêne, Ji kesê zimanê wî şelafiyan dike, zêdetir keremê dibîne.
Kesê diziya dê û bavê xwe bike û bêje: “Ev ne guneh e,” Ew hevalê xerabkaran e.
Çavbirçî pevçûnê dertîne, Lê kesê bi Xudan ewle ye wê bigihîje firehiyê.
Kesê bi xwe ewle ye bêaqil e, Lê kesê dide ser riya şehrezayiyê rizgar dibe.
Kesê bide feqîran xizaniyê nabîne, Lê naleta zêde li ser wî kesî ye ku çavê xwe ji feqîran dizivirîne.
Gava xerab rabin, mirov xwe vedişêrin, Lê gava ew tune dibin, kesên rast zêde dibin.
Mirovê gelek caran tê erzşikandin Û dîsa serhişkiyê dike, Wê jinişkave bişikê û şifayê nebîne.
Gava rast zêde bin, gel şa dibe, Lê gava xerab dibin serwer, gel dike axîn.
Kesê ji şehrezayiyê hez bike, bavê xwe şa dike, Lê kesê li pey fahîşeyan e, hebûna xwe tune dike.
Padîşah bi edaletê welêt xurt dike, Lê mirovê bertîlan, welêt hildiweşîne.
Mirovê şelafiya cîranê xwe dike, Torê davêje ber lingên wî.
Di neheqiya xeraban de dafik heye, Lê kesên rast stranan dibêjin û şa dibin.
Rast heqê belengazan dizane, Lê xerab vê yekê fêm nake.
Tinazkar bajêr tevlihev dikin, Lê şehreza hêrsê kêm dikin.
Gava doza şehreza bi ehmeq re hebe, Hêrs dibe û tinaz dike, rihetî nade.
Kesên destbixwîn ji kamilan nefret dikin, Lê dilrast canê wan diparêzin.
Bêaqil hemû hêrsa xwe dide der, Lê şehreza hêrsa xwe aş dike.
Heke serwer guhdariya derewan bike, Wê hemû xizmetkarên wî xerab bin.
Zordar û feqîr rastî hev tên, Yê ku ronî dide çavê herduyan, Xudan e.
Padîşahê ku belengazan bi edaletê rêve dibe, Textê wî herdem xurt dimîne.
Ço û erzşikandin şehrezayiyê tînin, Lê zarokê bi serê xwe tê hiştin, diya xwe dide şermê.
Gava xerab zêde bin, neheqî jî zêde dibe, Lê wê rast ketina wan bibînin.
Kurê xwe terbiye bike, Wê rihetiyê bide te Û zewqê bide canê te.
Gava gotina pêxemberiyê tunebe, gel bêserûber dibe, Lê xwezî bi wî ku şerîetê pêk tîne.
Xulam tenê bi gotinan nayê terbiyekirin, Çimkî fêm bike jî guh nadê.
Kesekî di gotina xwe de dilezîne nas dikî? Hêviya bêaqilan jî, ji hêviya wî zêdetir e.
Kesê ji xortaniyê ve rû bide xulamê xwe, Di dawiyê de wê xerabiyê bibîne.
Mirovê hêrs pevçûnê dertîne Û serhildana kesê hêrsok kêm nabe.
Pozbilindiya mirov wî nizim dike, Lê nefsbiçûkî rûmetê tîne.
Kesê para wî bi dizan re heye, dijminê canê xwe ye, Sond bixwe jî gotina xwe nabêje.
Tirsa mirovan dafik e, Lê kesê bi Xudan ewle ye, di ewlehiyê de ye.
Kesên dixwazin bikevin çavê serwer gelek in, Lê edaleta mirovan ji Xudan e.
Neheq ji rastan re kirêt in, Kesên riya rast, ji xeraban re kirêt in.
Gotinên Agûrê kurê Yaqe, peyamek e. Gotinên vî mirovî ev in: “Ez westiyam Xwedêyo, Ez westiyam Xwedêyo û tune bûm!”
Bi rastî, ez ji her kesî sexiktir im, Fêmdariya mirovan li ba min tuneye!
Ne hînê şehrezayiyê bûm, Ne jî ez bi Yê Pîroz dizanim.
Kî çû ezmanan û dîsa berjêr hat? Kê bayê di kulma xwe de civand? Kê av bi xiftanekî pêça? Kê tevahiya binê dinyayê danî? Navê wî çi ye? Navê kurê wî çi ye? Gelo tu zanî?
Her gotina Xwedê pak e û hatiye ceribandin, Ew ji bo kesên xwe dispêrin wî mertal e.
Tu tiştekî li gotina wî zêde neke, Yan na wê erzê te bişikêne û tê derewkar derkevî.
Min du tişt ji te xwestin, Heta mirinê tu wan ji min texsîr neke:
Hîlekarî û derewan ji min dûr bixe, Ne feqîriyê, ne jî dewlemendiyê bide min, Tenê nanê ku para min e, bi min bide xwarin.
Neke ku ez têr bim, te înkar bikim û bêjim: “Xudan kî ye?” Ne jî bike ku ez feqîr bim, bidizim Û navê Xwedayê xwe xerab bikim.
Buxtana xulêm ji xweyê wî re neke Ku ew nifira li te neke û tu sûcdar nebî.
Nifş hene nifira li bavê xwe tînin Û pîrozkirina diya xwe nakin.
Nifş hene di çavê xwe de paqij in, Lê ji qirêjiya xwe nehatine şûştin.
Nifş hene çavê wan ewqas li jor e Ku qelpaxên wan jî bi quretiyê bilind dibin.
Nifş hene diranên wan wekî şûran in, Erçena wan wekî kêrê ye Ku bindestên welêt û hejarên însanan daqurtînin.
Du keçên zîlo hene, Ew dibêjin: “Bide, bide!” Sê tişt hene qet têr nabin, Çar tiştên ku qet nabêjin: “Bes e” hene:
Diyarê miriyan, zikê jina kordunde, Axa ku bi avê têr nabe û agirê nabêje: “Bes e.”
Çavê kesê tinazan bi bavê xwe dike Û guhdariya dayika xwe kêm dibîne, Wê ji aliyê qijakên geliyan ve bê derxistin, Wê çêlîkên teyran wî bixwin.
Sê tişt hene hişê min ranagire, Çar tişt hene ez ji wan fêm nakim:
Li ezmanan riya teyran, Di nav keviran de riya maran, Di nav deryayê de riya gemiyan Û riya mêran a bi keçikan.
Riya jina zinakar jî wiha ye: Ew dixwe, devê xwe paqij dike Û dibêje: “Min tu xerabî nekiriye.”
Sê tişt hene erd di bin wan de diheje, Çar tişt hene xwe li ber wan ranagire:
Koleyê dibe padîşah, ehmeqê têrbûyî,
Mêrkirina jina tê nefretkirin Û xizmetkara dikeve cihê xanima xwe.
Çar tişt hene li dinyayê biçûk in, Lê ew gelek şehreza ne:
Morîstank komeke ne hêzdar e, Lê qûtê xwe havînê kom dike,
Kurîbeşk komeke bêhêz e, Lê qulên xwe di zinaran de çêdike,
Padîşahê kuliyan tuneye, Lê hemû ref bi ref bi hev re diçin
Û marmarok jî bi destan têne girtin, Lê dikevin qesra padîşahan.
Sê tişt hene rêveçûna wan baş in, Çar tişt hene çûna wan baş in:
Şêrê ku herî hêzdar ê heywanan e Û xwe ji pêş tiştekî nade alî,
Tajî, nêrî û padîşahê artêşa wî pê re ye.
“Heke te bi xwebilindkirinê bêaqilî kiribe An jî te şêwra xerabiyê kiribe, Destê xwe bide ber devê xwe!
Çimkî çawa bi şidandina şîr nivişk çêdibe Û bi şidandina poz xwîn derdikeve, Bi şidandina hêrsê jî pevçûn derdikeve.”
Gotinên Lemûêlê Padîşah ev in. Peyama diya wî hînî wî kiriye, ev e:
“Lawo! Ez çi bêjim? Ya kurê zikê min, çi bêjim? Ya kurê sozên min, çi ji te re bêjim?
Qeweta xwe nede jinan, Ne jî riyên xwe bide kesên padîşahan helak dikin.
Lemûêlo! Li padîşahan nakeve, Li padîşahan nakeve ku şerabê vexwin, Ne jî li mîr û began dikeve ku dixwazin meyê vexwin.
Çimkî wê vexwin û qanûnan ji bîr bikin, Wê heqê hemû bindestan bixwin.
Meyê bidin kesê li ber helakbûnê ye, Şerabê bidin canê bi kul û derd.
Bila vexwe, ji bîr bike feqîriya xwe, Bila êdî neyîne bîra xwe derdên xwe.
Tu devê xwe ji bo bêzaran, Ji bo doza hemû bêkesan veke.
Devê xwe veke! Dadgeriya bi edaletê bike, Mafê bindest û hejaran biparêze.”
Kî dikare jina çê bibîne? Qîmeta wê ji cewheran gelekî zêdetir e.
Dilê mêrê wê pê ewle ye, Qezenca wî kêm nabe.
Jina wî di hemû rojên jiyana xwe de Qenciyê lê dike, ne ku xerabiyê.
Ew rîs û kitan peyda dike Û bi dil û can bi destê xwe çêdike.
Wekî gemiyên bazirganan, Ew ji dûrî nanê xwe tîne.
Beriya hilatina rojê, radibe Ku nanê maliyan û para xizmetkaran peyda bike.
Dêhna xwe dide ser erdekî û dikire, Bi qezenca destê xwe rezekî datîne.
Pişta xwe dişidîne Û zend û bendan xurt dike.
Zane ku kirîn û firotin qenc e, Bi şev qendîla wê natefe.
Dest davêje teşiya xwe, Bi kefa destê xwe çerxikê digire.
Mil dide bindestan, Dest dirêj dike li hejaran.
Berf dibare lê ji bo maliyên xwe natirse, Çimkî ji bo tevahiya mala xwe du dest cil hene.
Ew ji bo xwe rûber çêdike, Cilên wê kitanê tenik û binevşî ne.
Mêrê wê li dergehên bajêr tê naskirin Û li wir bi rîspiyên welêt re rûdine.
Ew cilên kitên çêdike û difiroşe, Piştênkan dide bazirganan.
Hêz û qedir cilên wê ne, Bi xêr û xweşî li sibê dinêre.
Ew devê xwe bi şehrezayî vedike, Zimanê wê hînî dilovaniyê dike.
Hay ji mala xwe heye, Nanê tiraliyê naxwe.
Zarokên wê radibin û xweziya xwe pê tînin, Mêrê wê jî pesnê wê dide û dibêje:
“Gelek jin hene karên baş dikin, Lê tu di ser hemûyan re yî.”
Delalî derew e, bedewî pûç e, Lê jina ji Xudan ditirse hêjayî pesnê ye.
Ji keda destê wê bidinê, Bila karên wê, li dergehên bajêr pesnê wê bidin.
Gotinên Waiz, kurê Dawid, Padîşahê Orşelîmê ev e:
Waiz dibêje: “Çiqas pûç û vala ye. Her tişt pûç e.”
Ma çi kara mirov heye, Ji hemû keda ku li ser rûyê erdê dide?
Nifşek diçe û nifşek tê, Lê dinya her wek xwe dimîne.
Roj dertê û roj diçe ava, Dîsa baz dide dera ku jê hilatiye.
Ba bi başûr ve diçe, li bakur dizivire, Li hev dizivire û diçe Û her li cihê xwe dizivire.
Hemû çem diherikin deryayê, Lê derya tije nabe Û av dizivire dera ku jê diherike.
Her tişt diwestîne, Bi qasî ku nayê salixdan. Çav bi dîtinê têr nabe, Guh bi bihîstinê tije nabe.
Berê çi bûbe, wê cardin ew bibe, Çi hatibe kirin, wê ew bê kirin, Li ser rûyê erdê tiştekî nû tuneye.
Ma kesekî dikare bêje: “Binêre ev nû ye?” Ji berê ve, ji sal û demên berê ve çêbûye.
Çawa nifşên berê nayên bibîranîn, Nifşên bê jî, ji aliyê nifşên piştî wan ve Wê neyên bibîranîn.
Ez Waiz, li Orşelîmê li ser Îsraêlê padîşah bûm.
Min fikra xwe, ji bo ku bi şehrezayiyê li her tiştê ku li ser rûyê erdê pêk tên bixebite û lê bikole terxan kir. Ev karekî zehmet e. Xwedê ev da mirov ku pê re bilî bibe.
Min hemû karên ku li ser rûyê erdê tên kirin dîtin û hemû jî pûç in, wek ketina pey bayê ne.
Ya xwar nayê rastkirin, ya kêm nayê temamkirin.
Min ji xwe re got: “Min şehrezayiya xwe, ji hemû yên ku beriya min li ser Orşelîmê padîşahî kirine gelekî zêdetir kir. Dilê min têra xwe zanîn û şehrezayî dît.”
Min dilê xwe da zanîna şehrezayiyê û ez ji bo dînîtî û bêaqiliyê xebitîm. Min fêm kir ku ev jî wek ketina pey bayê ye.
Çimkî di şehrezayiya zêde de kedera zêde heye û yê ku zanîna xwe zêde dike, derdê xwe bêtir dike.
Min di dilê xwe de got: “Ka were li tehma zewqê binêre, baş e, ne baş e bibîne.” Va ye ew jî pûç e.
Min ji bo kenînê got: “Dînîtî ye” û ji bo şahiyê jî got: “Bi kêrî çi tê?”
Min biryar da bi şerabê şa bim û li pey bêaqiliyê bikevim, lê şehrezayiyê jî rêberiya min dikir. Min dixwest bizanibim di çend rojên jiyana mirov de, çi ji bo wî baş e.
Min karên mezin kirin, ji xwe re xaniyan ava kirin û rez danîn.
Min ji bo xwe bexçe û xerzik danîn û di nav de her cure darên fêkiyan danîn.
Min ji bo avdana wan daristanan lîç çêkirin.
Min xulam û xadim standin, koleyên li mala min hatibûn dinyayê jî hebûn. Gelek malê min, pez û dewarên min hebûn. Hem jî, ji hemûyên ku beriya min li Orşelîmê mane bêtir bûn.
Min ji bo xwe zêr û zîv, ji xezîneyên padîşah û herêmên bindestkirî civandin. Stranbêjên min ên jin û mêr û gelek jinên min ên ku mirov jê zewqê distîne hebûn.
Ez ewqas dewlemend bûm ku li Orşelîmê kesekî bi qasî min dewlemend nebû. Şehrezayiya min jî dev ji min berneda.
Min tu tiştê ku çavê min xwest ji bo xwe texsîr nekir. Min dilê xwe ji tu şahiyê bêpar nehişt. Çimkî dilê min bi hemû keda min şa dibû Û para min a ji hemû keda min ev bû.
Çaxê min li hemû karên destên xwe Û keda di ber de dayî nêrî, Min dît ku va ye her tişt pûç e û wek ketina pey bayê ye. Li ser rûyê erdê tu qezenc tunebû.
Ez dîsa fikirîm ka şehrezayî, dînîtî û bêaqilî çi ye? Ma kesê ku dikeve cihê padîşah, Ji bilî tiştên ku berê hatine kirin, dikare çi bike?
Min dît ku ronahî di ser tariyê re, Şehrezayî jî di ser bêaqiliyê re ye.
Zilamê şehreza bi çavên serê xwe dibîne, Lê yê bêaqil di tariyê de rêve diçe. Lê min fêm kir, ya ku tê serê herduyan yek e.
Û min di dilê xwe de got: “Ya ku tê serê kesê bêaqil, wê bê serê min jî. Îcar çima ez evqas şehreza bûme?” Loma min di dilê xwe de got: “Ev jî pûç e.”
Çimkî wek yê bêaqil, kesê şehreza jî di rojên pêş de tê jibîrkirin. Di pêşerojê de herdu jî nayên bîra kesî. Heyf e ku kesên şehreza jî wekî yên bêaqil dimirin.
Îcar min ji jiyanê nefret kir, Çimkî ya ku li ser rûyê erdê dihat kirin, Ji min re giran hat. Her tişt pûç e, Wek ketina pey bayê ye.
Min ji hemû keda xwe ya ku min li ser rûyê erdê da, nefret kir. Çimkî ezê her tiştî ji yê ku piştî min tê re bihêlim.
Kî dizane ka wê şehreza yan bêaqil be? Dîsa jî wê li ser her tiştî rûne ku min li dinyayê bi ked û şehrezayî dest xist. Ev jî pûç e.
Loma min hêviya xwe ji hemû keda xwe ya ku min li ser rûyê erdê daye birî.
Çimkî mirov hene ya ku bi ked, zanîn, şehrezayî û jêhatîbûna xwe bi dest dixin, ji kesekî ku keda xwe di ber re nedaye re dihêlin. Ev jî pûç û xerabiyeke mezin e.
Çi feydeya mirov ji hemû keda wî û xemxwarina wî ya li ser rûyê erdê heye?
Hemû rojên wî, karên wî derd û keder in. Bi şev jî dilê wî rihetiyê nabîne. Ev jî pûç e.
Ji bo mirovan ji xwarin, vexwarin û şakirina canî ya bi kedê çêtir tiştek tuneye. Min dît ku ev jî, ji Xwedê ye.
Çimkî bêyî wî, kî dikare bixwe û kî dikare zewqê bibîne?
Çimkî Xwedê şehrezayî, zanabûn û şabûnê dide zilamê ku jê razî ye. Îcar Xwedê, karê civandin û danîna ser hev dide yê gunehkar, ji bo ku piştre bide kesê qenc. Ev jî, ji bo mirov pûç û wek ketina pey bayê ye.
Wextê her tiştî heye, Di bin ezmanan de dema her kirinê heye.
Dema bûyînê û dema mirinê, Dema çandinê û dema rakirinê,
Dema kuştinê û dema saxkirinê, Dema xerakirinê û dema avakirinê,
Dema girînê û dema kenînê, Dema şînê û dema şahiyê,
Dema avêtina keviran û dema civandina keviran, Dema hembêzkirinê û dema sarbûnê,
Dema lêgerînê û dema windakirinê, Dema hilanînê û dema avêtinê,
Dema çirandinê û dema dirûtinê, Dema hişbûnê û dema peyivînê,
Dema hezkirinê û dema nefretkirinê, Dema şer û dema aştiyê heye.
Ma çi kara xebatkar di ber keda ku daye de heye?
Min zehmetiya ku Xwedê di ber kirina kar de da mirovan dît.
Wî her tişt di dema wî de xweş çêkir. Wî herheyîtî kir dilê mirovan. Dîsa jî mirov, karê ku Xwedê dike ji serî heta binî fêm nake.
Ez dizanim ku ji bo mirov, di hemû dema ku dijî de, ji şabûn û kêfkirinê çêtir tiştek tuneye.
Xwarin û vexwarina her mirovî û ji tevahiya keda xwe qencî dîtin, diyariya Xwedê ye.
Ez dizanim, her tiştê ku Xwedê dike, wê her û her bimîne. Tu tişt nikare lê bê zêdekirin û ne jî tiştek dikare jê bê kêmkirin. Ji bo ku jê bitirsin Xwedê wisa çêkir.
Ya ku heye ji berê ve ye û ya ku wê çêbibe ji berê ve çêbûye. Xwedê hesabê tiştên derbasbûyî dike.
Min li ser rûyê erdê ev jî dît: Di şûna heq de xerabî heye, Di cihê rastiyê de xerabî heye.
Min di dilê xwe de got: “Xwedê wê dîwana yê rast û yê xerab jî bike, Çimkî li ba wî ji bo her tiştî û her karî demek heye.”
Min di dilê xwe de li ser mirovan got: “Xwedê wan diceribîne ku bibînin ew tenê heywan in.”
Çimkî ya ku tê serê mirovan, tê serê heywanan jî. Tiştê ku tê serê wan yek e. Mirov çawa dimirin, heywan jî wisa dimirin. Hilma herduyan eynî ye. Mirov ne di ser heywanan re ye, çimkî her tişt pûç e.
Hemû diçin derekê, hemû ji axê ne û hemû cardin vedigerin axê.
Ma kî dizane ku piştî mirinê mirov dertên jor û heywan dadikevin jêr?
Îcar min dît, ji şabûna mirov a bi karê xwe çêtir tiştek tuneye. Çimkî para mirov ev e. Ma wê kî wî bi şûn de bîne ku tiştên piştî wî çêbûne bibîne?
Îcar ez zivirîm û min li hemû zilm û zordariyên li ser rûyê erdê tên kirin nihêrî. Min hêsirên bindestan dîtin, Kesê ku dilê wan aş bike tuneye. Hêz li aliyê zordaran e, Kesê ku li ber dilê wan dide tuneye.
Min ji zindiyan bêtir Xweziya xwe bi miriyan anî, Mirî ji zindiyan bextewartir jî dîtin.
Lê yê ku hê nehatiye dinyayê Û karên xerab ên ku li ser rûyê erdê tên kirin nedîtiye, Ji herduyan dilgeştir e.
Min dît ku di bingeha her ked û serketinê de hesûdî heye. Ev jî pûç e û wek ketina pey bayê ye.
Rast e, yê bêaqil destê xwe nalebitîne Û mala xwe xera dike.
Mista tije ya bi rihetî, Ji kulma tije ya bi zehmetî Û ketina pey bayê çêtir e.
Ez zivirîm û min li ser rûyê erdê tiştekî din ê pûç dît.
Zilamek tenê hebû, kesek din li ba wî nebû. Kurê wî û birayê wî jî tunebû, Dîsa jî bi şev û bi roj dixebitî Û çavên wî têr nedibûn. Ma gelo wî ji xwe re nedigot: “Ez ji bo kê bixebitim Û canê xwe ji şahiyê bêpar bihêlim?” Ev jî pûç û tiştekî xerab e.
Du kes ji kesekî çêtir in, Çimkî qezenca keda wan çêtir e.
Gava yek bikeve, wê yê din wî rake. Lê wey li wî ku bi tenê ye û dikeve, Kesê ku wî rake tuneye.
Herwiha gava du kes bi hev re razin, wê hev germ bikin. Lê zilamê ku tenê radize, wê çawa germ bibe?
Yek bi yekî dikare, Lê bi du kesan nikare. Tayê sêqat jî bi rihetî naqete.
Xortê feqîr û şehreza, ji padîşahê bêaqil û kalbûyî yê ku êdî naşêwire çêtir e.
Dibe ku ew xort li welatê xwe bi feqîrî hatibe dinyayê û ji girtîgehê derketibe jî dikare bibe padîşah.
Lê min dît gava ew bû padîşah jî, gel li pey xortekî din ket ku wê bikeve cihê wî.
Her kes li pey wî ket lê piştî demekê ji padîşahiya wî jî razî neman. Bi rastî ev jî pûç e û wek ketina pey bayê ye.
Dema ku tu diçî Mala Xwedê, hay ji gavên xwe hebe. Çêtir e ku tu ji bo guhdarîkirinê nêzîk bibî, ne ku tu qurbana bêaqilan pêşkêş bikî. Çimkî ew nizanin ku xerabiyê dikin.
Bi devê xwe nelezîne, Ne jî bila dilê te li ber Xwedê ji peyivînê re bilezîne. Çimkî Xwedê li ezmanan e, lê tu li erdê yî, Loma bila gotinên te hindik bin.
Xema zêde dibe xewn, Gotina zêde jî bêaqiliyê tîne.
Gava tu ji Xwedê re soz didî, bi derengî nekeve. Çimkî yên bêaqil ne bi dilê wî ne. Soza xwe pêk bîne.
Di şûna ku tê soz bidî û nekî, soz nede çêtir e.
Rê nede devê xwe ku bi bedena te guneh bide kirin. Li pêş kahin nebêje: “Min şaşîtî kir.” Wê çima bi gotina devê te hêrs bibe û karên destê te xera bike?
Rast e ku xewneroj, pûçîtî û peyv pir in, lê tu ji Xwedê bitirse.
Heke tu dibînî li welatekî zordestî li feqîran tê kirin, heqî û edalet tê binpêkirin, tu li vê yekê şaş nemîne. Çimkî di ser yê bilind de bilindtir heye û di ser wan de jî hê bilindtir hene.
Feydeya ku ji axê tê ji bo her kesî ye. Heke ji bo dabeşkirina berê axê padîşahekî dadperwer hebe, çêtir e. Padîşahê ku dixwaze erd û zevî werin cotkirin ji hemû welat re bifeyde ye.
Kesê ku ji pere hez dike, ji pere têr nabe, Yê ku ji serwetê hez dike, qîma xwe bi qezenca xwe nayîne. Ev jî pûç e.
Mal zêde dibe, kesên jê dixwin jî zêde dibin, Ji xeynî mêzekirinê, çi feydeya wî ji xweyê wî re heye?
Dixwazî hindik, dixwazî bila zêde bixwe, Xewa kesê ku dixebite şîrîn e. Lê zêdebûna malê yê dewlemend nahêle ku razê.
Min li ser rûyê erdê belayeke xerab dît: Dewlemendiya ku ji xweyê xwe re bêxêr e tê civandin.
Ev dewlemendî bi rastneçûna kar tune dibe. Xweyê wê bav be jî, ji kurê xwe re tiştekî nahêle.
Mirov çawa ji zikê diya xwe derkeve, Wekî ku hatiye, wê tazî here. Wê ji keda xwe tu tiştekî, Di destê xwe de bi xwe re nebe.
Îcar çawa hatibe wê wisa here. Nexwe ev jî belayeke xerab e, Ma çi kara mirov, Di keda ku di ber bayê de tê dayîn heye?
Di hemû rojên xwe de di tariyê de dixwe, Gelek aciz dibe, hêrs dibe û nexweşiya wî heye.
Îcar min dît ya baş ev e: Mirov bixwe û vexwe û li vê dinyayê, di rojên Xwedê de, ji bo hemû keda ku daye şa bibe. Çimkî para mirov ev e.
Heke Xwedê mal û dewlemendiyê bide mirovekî û bike ku ew bikare jê bixwe, para xwe jê bistîne û bi keda xwe şa bibe, ev diyariya Xwedê ye.
Îcar mirov li ser rojên jiyana xwe pir nafikire, ji ber ku Xwedê dilê mirov bi şahiyê mijûl dike.
Xerabiyeke ku min li ser rûyê erdê dît heye, ev ji mirov re pir giran tê:
Mirov heye ku Xwedê mal û milk, rûmet û dewlemendî danê ku her tiştê canê wî bixwaze heye. Lê Xwedê hêza ku jê bixwe nedayê. Tenê yekî xerîb vê dixwe. Ev jî pûç û derdekî giran e.
Zilamekî ku sed zarokên wî hebin, salên dirêj jiyabe û rojên salên wî gelek bin, lê canê wî ji qenciyê têr nebûbe û di gorekê de nehatibe veşartin, ez dibêjim ku rewşa zarokê ji ber diya xwe çûyî ji ya wî çêtir e.
Çimkî zarokê ji ber diya xwe çûyî beredayî tê, di tariyê de diçe û navê wî bi tariyê tê nixamtin.
Ne wî roj dîtiye û ne jî bi tiştekî dizane. Dîsa jî rihetiya wî ji yê din çêtir e.
Heta yê dewlemend du caran hezar sal bijî û ji hebûna xwe xêrê nebîne, ma herdu naçin derekê?
Hemû keda mirov ji bo zikê wî ye, Dîsa jî çavê wî têr nabe.
Ma yê şehreza bi çiyê xwe di ser yê bêaqil re ye? Çi feyde ye ku bindest di danûstandinê de şehreza ye?
Ya ku çav dibîne ji ya ku canê mirov dixwaze çêtir e. Ev jî pûç e û wek ketina pey bayê ye.
Her çi hebe, ji zû ve nav lê hatiye danîn, Tê zanîn ku mirov çi ye, Ew nikare bi yê ji xwe hêzdartir re pev biçe.
Gotin çiqas zêde dibe, Mane ewqas kêm dibe. Ma feyde vê ji kê re çêdibe?
Ma kî dizane ji bo mirov di jiyanê de, di çend rojên pûç û bêmane yên ku wek siyekê tên û diçin de, çi baş e? Kî dikare ji mirovekî re tiştên ku wê piştî wî li ser rûyê erdê çêbin bêje?
Navê baş ji rûnê bêhnxweş, Roja mirinê ji roja bûyînê çêtir e.
Çûna mala şînê ji çûna mala ziyafetê çêtir e, Çimkî dawiya her mirovî ev e, Bila herkes vê yekê bixe dilê xwe.
Keder ji kenînê çêtir e, Çimkî xemgînî mirov tekûz dike.
Dilê kesê şehreza li mala şînê ye, Lê dilê bêaqilan li mala şahiyê ye.
Erzşikandina kesên şehreza, Ji pesindana bêaqilan çêtir e.
Qirçîna hejikan di bin beroşê de çawa be, Kenê bêaqilan jî wisa ye. Ev jî pûç e.
Qezenca neheq, zilamê şehreza bêaqil dike Û bertîl dil xera dike.
Dawiya tiştekî ji destpêka wî çêtir e, Sebir, ji pozbilindiyê çêtir e.
Zû hêrs nebe, Çimkî hêrs di dilê bêaqilan de disitire.
Nepirse: “Çima rojên berê ji yên niha çêtir bûn?” Çimkî ev pirs ne bi şehrezayî ye.
Şehrezayî bi qasî mîrasê baş e Û bi kêrî yên ku tavê dibînin tê.
Şehrezayî sitar e, pere jî sitar e, Lê feydeya zanabûnê ev e Ku şehrezayî jiyana xweyê xwe diparêze.
Tu li karê Xwedê binêre, Ya ku wî xwar kiriye, kî dikare rast bike?
Di roja firehiyê de şa be, Lê di roja tengasiyê de bifikire Ku herdu roj jî, ji Xwedê ne. Mirov pê nizane, Ka wê di pêşerojê çi bibe.
Min di rojên xwe yên pûç de ev herdu tişt dîtin: Carna kesê rast heye, tevî rastiya xwe zû helak dibe, Carna jî kesê xerab heye, tevî xerabiya xwe dirêj dijî.
Îcar bi têra xwe rast û şehreza be, lê ne zêdetir. Ma ji bo çi tu xwe helak dikî?
Ne zêde xerab be, ne jî bêaqil. Ji bo çi tê bêwext bimirî?
Çêtir e ku tu yekê bigirî Û ji yê din jî destê xwe neşoyî, Çimkî wê mirovê Xwedêtirs ya rast bibîne.
Ji deh desthilatdarên ku li bajarekî ne, Şehrezayî şehrezayan hêzdartir dike.
Li ser rûyê erdê kesekî rast tuneye ku qencî kiribe Û tu caran guneh nekiribe.
Guh nede her tiştê ku xelk dibêje, An na, tê çêrên xulamê xwe bibihîzî.
Tu bi xwe jî dizanî ku te jî, Gelek caran çêrî kesên din kirine.
Min ev hemû bi şehrezayî ceribandin: Min got: “Ezê bibim şehreza,” Lê belê ew ji min zêde bû.
Şehrezayî gelek dûr û pir kûr e, Ma kî dikare wê bibîne?
Ez bi dilê xwe li şehrezayiyê digeriyam, Min lê kola ku ez sedemên li pişt tiştan bibînim. Ez geriyam ku fêm bikim xerabî bêaqilî ye, Ehmeqî jî dînîtî ye.
Tiştên ku min dît ev in: Jina xerab ji mirinê tehltir e. Ew jin ku dilê wê dafik, Destên wê zincîr in. Zilamê ku bi dilê Xwedê ye, Ji wê direve û rizgar dibe, Lê kesê gunehkar dikeve destê wê.
Îcar waiz dibêje: “Min ev dît: Ji bo ku ez sedemên pişt tiştan bibînim, Min yekê bi ser ya din ve danî.
Lê tiştê ku ez lê digeriyam, min nedît: Ji nav hezaran min tenê zilamek dît, Di nav wan hemûyan de min jinek jî nedît.
Îcar min tenê ev dît Ku Xwedê mirov rast afirandin, Lê ew li gelek dek û dolaban digeriyan.”
Ma kî wek kesê şehreza ye? Kî bi maneya tiştekî dizane? Şehrezayî rûyê mirov ronî dike Û mirûzê tirş diguhere.
Şîreta min li te: Ji ber sonda ku te li ber Xwedê xwar, emrê padîşah pêk bîne.
Nelezîne ku tu ji hizûr û xizmeta padîşah herî. Nehêle ku tu bikevî rewşeke xerab. Çimkî dilê padîşah çi bixwaze wî dike.
Di gotina padîşah de hêz heye. Ma kî dikare jê re bêje: “Tu çi dikî?”
Kesê ku emrê wî tîne cih, tiştê xerab nayê serê wî. Dilê zilamê şehreza dizane Ku wê kengê çi bike.
Çimkî dem û rêbaza her karî heye, Dîsa jî derdê mirov ji serê wî zêde ye.
Ya ku wê çêbe nayê zanîn, Kî dikare bêje wê çawa çêbe?
Ne hêza kesî li ser girtina bayê heye, Ne jî li ser roja mirinê. Di şerî de çûna malê tuneye. Heta xerabî jî nikare xerabkaran rizgar bike.
Min ev hemû dîtin û min serê xwe li ser hemû tiştên ku li ser rûyê erdê çêdibin êşand. Çima wê hêza mirov hebe ku yên din biêşîne?
Min dît ku yên xerab jî hatin veşartin. Ew diketin cihê pîroz û derdiketin û paşê li bajarê ku nebaşî dikirin dihatin pesinandin. Ev jî pûç e.
Ji ber ku karê xerab zûka nayê cezakirin, dilê mirov ji bo xerabîkirinê cesaretê bi xwe re dibîne.
Kesê gunehkar sed caran xerabiyê bike û rojên xwe dirêj bike jî, dîsa ez baş dizanim ku wê qencî bi yên ku ji Xwedê ditirsin bibe. Çimkî ew bi tirs li pêş wî disekinin.
Lê wê qencî bi xeraban nebe û emrên wan ên ku wekî siyê ne, neyên dirêjkirin. Çimkî ew ji Xwedê natirsin.
Li ser rûyê erdê tiştekî din ê pûç heye: Mirovên rast hene, tiştê tê serê wan, divê bê serê xeraban. Mirovên xerab jî hene, tiştê tê serê wan, divê bê serê rastan. Min got: “Ev jî tiştekî pûç e.”
Îcar min pesnê şabûnê da. Çimkî ji bo mirov li ser rûyê erdê ji xwarin, vexwarin û şabûnê çêtir tiştek tuneye. Di hemû rojên ku Xwedê li ser rûyê erdê, di ber keda wî de daye wî ev e û wê ev jê re bimîne.
Min bi dilê xwe xwest ku ez şehrezayiyê hîn bibim û karên ku tên kirin bibînim. Min dît ne bi şev û ne jî bi roj xew dikeve çavên mirov.
Min ji hemû karên Xwedê fêm kir ku mirov, karên ku li ser rûyê erdê çêdibin nikare bizane. Mirov bi çiqas keda xwe birijîne jî, dîsa vê yekê nabîne. Şehrezayek jî bêje: “Min fêm kiriye jî, bi rastî wî jî pê dernexistiye.”
Îcar ji bo ku ez li ser hemûyan bikolim, min tevî kir dilê xwe. Mirovên rast û şehreza û karên wan, di destê Xwedê de ne. Hezkirin an nefret, mirov pê nizane, her tişt dikare bê serê mirov.
Ya ku tê serê hemûyan yek e. Ya ku tê serê yê rast, yê xerab, yê baş û helal û yê heram yek e. Eynî tişt tê serê kesê ku qurban pêşkêş dike û yê ku nake jî. Çi tê serê qencan, tê serê gunehkaran jî, Kesê sond dixwe, wekî kesê ji sondê ditirse ye.
Xerabiya her tiştê ku li ser rûyê erdê tê kirin ev e: Heman tişt tê serê hemûyan. Herwiha di dema ku dijîn de, dilê mirovan bi xerabî û dînîtiyê tije ye. Piştre ew tevî miriyan dibin.
Lê bi hemû kesên ku dijîn re hêvî heye. Belê seyê sax ji şêrê mirî çêtir e.
Çimkî yên ku dijîn dizanin ku wê bimirin, Lê mirî tiştekî nizanin, Êdî ji bo wan xelat tuneye. Çimkî bibîranîna wan jî hatiye jibîrkirin.
Hezkirina wan, nefreta wan, Hesûdiya wan ji zû ve nemaye. Di her tiştê ku li ser rûyê erdê tê kirin de, Êdî her û her para wan tuneye.
Tu here bi şahî nanê xwe bixwe û bi dilgeşî şeraba xwe vexwe. Çimkî Xwedê ji zû ve ji karên te razî maye.
Bila cilên te hergav pak bin û ji ser serê te rûnê bêhnxweş kêm nebe.
Di hemû rojên pûç ên jiyana te ya ku Xwedê li ser rûyê erdê daye te, di hemû rojên xwe yên pûç de bi jina xwe ya hezkirî re, jiyaneke xweş derbas bike. Çimkî ya ku ji jiyanê û keda ku te li ser rûyê erdê daye, ev para te dikeve.
Ji bo xebatê her çi bi destê te bikeve, tu bi hemû hêza xwe wê bike. Çimkî li diyarê miriyan ê ku tu diçî kar û şêwir, zanabûn û şehrezayî tuneye.
Min li ser rûyê erdê ev jî dît: Di bezînê de ne lingsivik, Ne jî di şer de mêrxas bi ser nakevin. Şehreza nên, biaqil jî dewlemendiyê bi dest naxin. Qedrê zanayan jî nayê girtin. Ya ku tê serê her kesî li gorî wext û bextê wan e.
Çimkî mirov bi dema xwe nizane. Masî çawa dikevin torê Û çivîk dikevin dafikê, Gava dema xerab jinişkave hat, Mirov jî wisa tên girtin.
Min li ser rûyê erdê ev nimûneya şehrezayiyê dît û ji min re mezin xuya kir û bala min kişand:
Bajarekî biçûk hebû û tê de kêm mirov hebûn. Padîşahekî mezin hat û dor lê pêça û li hember bajêr pal çêkirin.
Li bajêr zilamekî feqîr û şehreza hebû. Wî bi şehrezayiya xwe bajar xilas kir. Lê belê tu kesî ev zilamê feqîr bi bîr neanî.
Îcar min got: “Şehrezayî ji hêzê çêtir e. Lê şehrezayiya mirovê feqîr kêm tê dîtin. Kes guhê xwe nade gotinên wî.”
Gotinên kesê şehreza yên bi nermî, Ji qareqara kesê ku di nav bêaqilan de serwer e çêtir e.
Şehrezayî ji çekên şer çêtir e, Lê gunehkarek gelek tiştên xweş tune dike.
Mêşên mirî rûnê etaran genî û xera dikin, Piçek bêaqilî jî şehrezayî û rûmetê betal dike.
Dilê mirovên şehreza li aliyê rastiyê ye, Dilê bêaqilan li aliyê şaşiyê ye.
Di rabûn û rûniştinê de jî aqilê ehmeqan kêm e, Bêaqiliya xwe ji her kesî re kifş dikin.
Heke hêrsa serwer li dijî te rabûbe, Tu bêhna xwe fireh bike, Çimkî nermbûn sûcên mezin dinixême.
Xerabiyeke ku min li ser rûyê erdê dît heye, Ev şaşî ji aliyê desthilatdaran ve tê kirin:
Bêaqilan li meqamên bilind, Dewlemendan li yên nizim didin rûniştin.
Min dît ku kole li ser hêsp, Lê serekên wan wek koleyan peya rêve diçûn.
Yê ku çalê dikole, bi xwe dikevê, Yê ku di dîwêr de qulê vedike, mar pê vedide.
Kesê kevir dibire, ji kevir tehl dibe, Kesê êzingan dibire, ji ber wan dikeve talûkê.
Heke bivir kor be û nehatibe tûjkirin, Hê bêtir hêzê dixwaze, Lê ji bo serketinê, şehrezayî bifeyde ye.
Heke mar, beriya ku sêr bê kirin pê vede, Feydeya sêrbaz qet tuneye.
Gotinên mirovê şehreza wî rûmetdar dike, Lê lêvên yê bêaqil xwe wêran dikin.
Destpêka gotina devê wan bêaqilî, Dawiya gotina wan dînîtî ye.
Yê bêaqil gotinê dirêj dike. Kes nizane wê çi bibe, Ma wê kî jê re bêje, ka piştî wî çi bû?
Keda bêaqilan wan diwestîne, Çimkî nizanin ku wê çawa herin bajêr.
Ya welato, wey li halê te, Gava padîşahê te mîna zarok be Û serekên te serê sibê ziyafetê bidin.
Ya welato, xwezî bi te, Gava padîşahê te esilzade ye Û serekên te ne ji bo serxweşbûnê, Lê ji bo ku xurt bibin, di demê de ziyafetê didin.
Ji tiraliyê ban dipelişe, Ji sistiya destan, dilopên baranê dikevin hundir.
Ziyafet ji bo kenînê tê çêkirin, Şerab şahiyê dide jiyanê Û pere têra her tiştî dike.
Di dilê xwe de jî çêrî padîşah neke Û li odeya razanê çêrî dewlemendan neke. Çimkî çivîka ezmanan deng dibe Û yên ku baskên wan hene peyvê radigihînin.
Nanê xwe bavêje ser avê, Çimkî piştî gelek rojan tê bibînî.
Li heft, heta heşt kesan parve bike, Çimkî tu nizanî wê çi xerabî li ser rûyê erdê çêbe.
Heke ewr bi avê tije bin, Wê bi ser erdê ve bibarin. Darek bi aliyê başûr an bi aliyê bakur ve biqelibe, Wê li dera ku qelibiye bimîne.
Kesê çavdêriya bayê dike, wê neçîne, Kesê li ewran dinêre, wê hilneyîne.
Çawa tu nizanî ka çawa nefes tê hestiyên ku di zikê dê de ne, Tu bi karê Xwedê yê ku her tiştî çêdike jî nizanî.
Tu serê sibê tovê xwe bireşîne Û heta êvarê rihetiyê nede destê xwe, Çimkî tu nizanî wê kîjan tov baş bibe, Ev an yê din, An ku wê herdu jî baş bibin.
Ronahî şîrîn e, Dîtina rojê bi çavan xweş e.
Mirovek salên dirêj bijî, Bila di hemûyan de şa be, Lê bila rojên xwe yê tarî bi bîr bîne, Çimkî wê gelek bin. Her tiştê ku tê pûç e.
Xorto! Di ciwaniyê xwe de şa be, Bila di rojên xortaniyê de dilê te, te şa bike. Tu di riya dilê xwe û di ya ku çavê te dibîne de bimeşe, Lê bizane, Xwedê ji bo tevahiya van tiştan dadbar bike.
Loma kederê ji dilê xwe bavêje Û xerabiyê ji bedena xwe dûr bigire, Çimkî xortanî û mêrxasî pûç e.
Hê ku rojên xerab nehatine Û salên ku tê bêjî: “Ez ji wan zewqê nastînim” nêzîk nebûne,
Hê ku roj û ronahî, heyv û stêr li te tarî nebûne, Hê ku ewr piştî baranê bi şûn de nehatine, Di rojên xortaniya xwe de, tu Afirîner bi bîr bîne.
Wê rojê, wê nobedarên malê bilerizin, Wê yên mêrxas bitewin, Kesên dihêrin, wê xuya nebin Û yên ku di pencereyê de dinêrin, wê nebînin.
Gava dengê aş nerm bû, Wê deriyên kuçeyê bên girtin, Wê mirov bi dengê çivîkan hişyar bin, Lê wê dengê hemû keçên stranan nizim bibin.
Wê mirov ji dera bilind Û ji dehşeta li kuçeyê bitirsin. Wê dara behîvê kulîlkên spî bide, Kulî giran bibin û nepengizin, Wê azwerî qels bibin, Çimkî wê mirov herin mala xwe ya herheyî, Kesên ku şînê dikin wê kuçeyan dagirin.
Hê ku têla zîvîn nequrifiye, Hê ku tasa zêrîn neşikestiye, Hê ku cêr li ser kaniyê perçe nebûye Û destika ava bîrê neşikestiye,
Hê ku ax neziviriye erdê Û ruh neziviriye ba Xwedayê ku ew daye, Tu Afirîner bi bîr bîne.
Şehreza dibêje: “Çiqas pûç û vala ye. Her tişt pûç e.”
Mamoste şehreza bû û wî ya ku dizanibû hînî gel dikir. Wî guh da, lê kola û gelek meselok kirin rêz û pergalê.
Şehreza li peyvên xweş geriya û bi awayekî rast û tekûz nivîsîn.
Gotinên kesên şehreza wek zixtê ne, gotinên pêşiyan wek bizmarên lêxistî ne. Ji aliyê Şivanê her kesî ve hatine dayîn.
Ji bilî van tiştan, ya kurê min, hay ji xwe hebe. Gelek nivîs hatin nivîsandin, dawiya vê tuneye. Xwendina zêde bedenê diwestîne.
Her tişt hat bihîstin, encam ev e: Ji Xwedê bitirse û emrên wî bigire, Wezîfeya hemû mirovan ev e.
Çimkî Xwedê wê her tiştî, baş an xerab, Her karê veşartî dadbar bike.
Helbesta herî xweş a Silêman e.
Bila ew min bi ramûsanên devê xwe maç bike. Hezkirina te ji şerabê çêtir e.
Bêhna miskên te çi xweş in, Navê te wekî miska rijiyayî ye. Loma keçik ji te hez dikin.
Bi destê min bigire, birevîne! Bila padîşah min bibe odeyên xwe. Emê bi te re şa û kêfxweş bibin. Emê ji şerabê zêdetir, Hezkirina te bi bîr bînin. Heqê wan heye ji te hez bikin.
Ez reşik im, lê xweşik im. Ya keçên Orşelîmê, Mîna konên Qêdarê, Mîna perdeyên konê Silêman im.
Li reşikbûna min nenêrin, Tavê ez şewitandim. Hêrs bûn ji min kurên diya min, Wan ez kirim nobedarê rezan, Lê min bala xwe neda rezê xwe.
De ka ji min re bêje evîndarê min, Tu pezê xwe li ku derê diçêrînî? Nîvro li ku mexel tînî? Çima li ba keriyên hevalên te Bibim jineke rûyê xwe dinixême?
Ya delala nav jinan, Heke tu nizanî, Bide pey şopa pêz Li ber konên şivanan, Karikên xwe biçêrîne.
Ez te dişibînim mehîna erebeyên Firewn, yara min.
Dêmên te bi xemlan, Stûyê te bi gerdeniyan çiqas xweşik e.
Emê ji te re xemlên zêrîn çêkin, Bi pariyên zîvîn.
Gava padîşah li ser sifrê bû, Bêhna xweş a rûnê min ê simbilî fûriya.
Evîndarê min, kîsikê mûrê Ku di sing û berê min de veşartiye.
Evîndarê min, wekî qevdek kulîlka hinê ye, Li nav rezên Eyn-Gedî.
Ax tu çiqas delal î, yara min! Ax tu çiqas delal î. Çavên te mîna kevokan in.
Tu çiqas lihevhatî yî, yarê min! Çiqas şîrîn î. Mêrga kesk ji bo me nivîn e.
Kêranên mala me ji darên sedrê ne, Textên banê me ji darên biyê ne.
Ez gula Şaronê me, Sosina newalê me.
Di nav diriyan de sosin çawa be, Di nav keçan de yara min wisa ye.
Di nav darên daristanê de dara sêvê çawa be, Di nav xortan de evîndarê min wisa ye. Ez li ber siya wî rûniştim, çi xweş bû, Tehma fêkiyê wî li ser devê min şîrîn bû.
Wî ez birim mala ziyafetê. Ala wî ya li ser min hezkirin e.
Bi bastîqê tirî hêzê bidin min, Bi sêvan can bidin min, Çimkî ez nexweşê hezkirinê me.
Bila destê wî yê çepê di bin serê min de be, Bi destê rastê jî min hembêz bike.
Ya keçên Orşelîmê! Ez bi xezalên mê, Bi pezkoviyên mê, Bi we sond didim xwarin, Hezkirinê hişyar nekin û ranekin, Heta ew bixwaze.
Va ye dengê evîndarê min, Li ser çiyayan dipengize, Li ser giran xwe hildavêje û tê.
Evîndarê min wekî xezal û karê pezkoviyan e. Binêrin, li pişt dîwarê me disekine, Ji pencereyan li hundir dinêre, Ji qefesan temaşe dike.
Evîndarê min peyivî û ji min re got: “Yara min, delala min, rabe û were.
Va ye zivistan derbas bû, Baran derbas bûn û çûn.
Li erdê kulîlk xuya dikin. Demên stranan hatin, Dengê qumriyan li diyarê me hat bihîstin.
Darhejîr kerikên xwe dide, Mêw kulîlk didin, Bêhna xweş belav dikin. Yara min, delala min, rabe were.”
Kevoka min a xwe di qelîştokên keviran de, Keviyên zinaran de vedişêre. Bejn û bala xwe nîşanî min bide, Dengê xwe bi min bide bihîstin, Çimkî dengê te şîrîn, Bejn û bala te xweşik e.
Roviyan ji bo me bigirin, Roviyên biçûk ên ku rezan xera dikin, Çimkî rezên me kulîlk vedan.
Evîndarê min, ê min e, Ez jî ya wî me. Li nav sosinan pezê xwe diçêrîne.
Gava dinya hênik bû, sî dirêj bûn, Delalê min, bibe wekî xezal û were! Mîna karê pezkoviyên li ser çiya û zinaran vegere!
Bi şev li ser nivînên xwe, Ez li delalê xwe geriyam. Ez lê geriyam, lê min nedît.
Min got: “Ez rabim li nav bajêr bigerim, Li kuçe û li meydanan, Li delalê xwe bigerim.” Ez lê geriyam, lê min nedît.
Nobedar li bajêr rastî min hatin. Min pirsî: “Gelo we delalê min nedîtiye?”
Hê nû ji wan veqetiyabûm, Min delalê xwe dît. Min ew girt û berneda Heta min ew bir mala diya xwe, Odeya jina ku ez anîbûm dinyayê.
Ya keçên Orşelîmê! Ez bi xezalên mê, Bi pezkoviyên mê, Bi we sond didim xwarin, Hezkirinê hişyar nekin û ranekin, Heta ew bixwaze.
Ev kî ye, ji çolê tê? Kî wekî stûna dûyê, Bi her cure biharata bazirganiyê, Bi mûr û guniyê Bêhn lê bûyiye?
Va ye texterewanê Silêman! Ji mêrxasên Îsraêlê, Şêst mêran dor lê pêçane.
Hemûyan şûrên xwe hildane, Şervanên perwerdekirî ne, Ew di sawa şevê de ne, Şûrê wan li ser qorika wan e.
Silêmanê Padîşah, ji darên Lubnanê Çêkir texterewanê.
Wî destiyên wê ji zîv, Binê wê ji zêr çêkirin. Dewşeka wê bi qumaşê binevşî kiras kirin. Keçên Orşelîmê, Nava wê raxistin bi hezkirinê.
Ya keçên Siyonê, derkevin! Silêmanê padîşah bi taca wî bibînin! Ew taca ku di roja daweta wî de, Di roja şahiya dilê wî de Diya wî, danî serê wî.
Ax tu çi delal î, yara min, Ax tu çi delal î! Çavên te di pişt xêliyê de Wek kevokan xuya dikin. Keziyên te wekî keriyê bizinan e Ku ji pala Çiyayê Gîladê tên xwarê.
Diranên te, wekî keriyê miyan in Ku nû hatine şûştin û hevringkirin. Hemû jî cêwî ne, Yek ji wan jî neketiye.
Wekî şerîdên sor in lêvên te, Çi xweşik e devê te. Di pişt xêliyê de dêmên te, Wek şeqê hinarê xuya ne.
Stûyê te dişibe birca Dawid Ku ref bi ref hatiye çêkirin. Li serî hezar mertal daleqandî, Mertalên mêrxasan hemû jî.
Herdu memikên te, wekî cotek karxezal, Mîna cêwîkên xezalekê ne Ku di nav sosinan de diçêrin.
Gava dinya hênik bû Û sî dirêj bû, Ezê herim çiyayê mûrê, Herim girê guniyê.
Her dera te delal e, yara min, Tu qisûra te tuneye.
Bi min re ji Lubnanê were, bûka delal, Bi min re ji Lubnanê were. Ji serê Çiyayê Amanayê, Ji serê Senîr û Hermonê, Ji şikeftên şêran, Ji çiyayên pilingan berjêr be.
Te dilê min dizî, dotmama min, bûka delal. Te bi nêrîneke çavên xwe, Bi zincîreke gerdena xwe dilê min dizî.
Hezkirina te çi xweş e, dotmama min, bûka delal. Hezkirina te ji şerabê, Bêhna miska te, Ji her cure biharatan xweştir e.
Hingiv diherike ji lêvên te, bûka delal. Şîr û hingiv di bin zimanê te de ye. Bêhna Lubnanê tê ji kincên te.
Bexçeyekî girtî ye dotmama min, bûka delal, Kaniyeke girtî û morkirî.
Şitlên te wekî bexçeyê hinaran, Bi fêkiyên xweş, Bi hine û simbilê,
Bi simbil û bi zefranan, Bi qamîşê bêhnxweş û darçînê, Bi her cure dara guniyê, Bi mûr û ûdê, Bi her cure biharatên xweş.
Tu kaniyeke bexçeyê yî, Bîreke ava jiyanê Û robarek î ku ji Lubnanê diherike.
Hişyar be, bayê bakur! Tu jî were, bayê başûr! Bi ser bexçeyê min de were Ku bêhna wî ya xweş bifûre. Bila evîndarê min were bexçe Û ji fêkiyên wî yên xweş bixwe.
Ez ketim bexçeyê xwe, dotmama min, bûka delal! Min mûra xwe da hev bi biharata xwe, Min şana xwe, tevî hingivê xwe xwar. Min şeraba xwe, tevî şîrê xwe vexwar. Hevalno bixwin, vexwin! Ji hezkirinê kêfxweş bin, evîndarno!
Ez radizam, lê dilê min şiyar bû. Guhdar bin, evîndarê min li derî dixe! “Derî li min veke, dotmama min, yara min, Kevoka min a bêqisûr! Ji xunavê şil bû serê min, Ji dilopên şevê porê min.”
Min kirasê xwe deranî, Ezê çawa dîsa li xwe bikim? Min lingên xwe şûştin, Ezê çawa dîsa wan qirêj bikim?
Evîndarê min destê xwe di qula derî re deranî, Dilê min ji bo wî hilperikî.
Rabûm ku derî ji evîndarê xwe re vekim. Mûr bi ser destê min de herikî, Bi ser tiliyên min de rijiya Ser destiyê şopikê.
Min derî ji evîndarê xwe re vekir, Lê evîndarê min rabûbû çûbû. Gava peyivîbû, min xwe winda kiribû. Ez lê geriyam, lê min nedît. Min gazî wî kir, lê bersiv neda.
Nobedar li bajêr rastî min hatin. Li min xistin, ez birîndar kirim. Wan nobedarên sûran, xêliya min rakir.
Ya keçên Orşelîmê! Ez sond bi we didim xwarin, Heke we evîndarê min dît, Jê re bêjin, ez nexweşê hezkirinê me.
Ma ferqa evîndarê te ji yên din çi ye? Jina herî delal! Ferqa evîndarê te ji yên din çi ye Ku tu me wisa didî sondê?
Evîndarê min rûsor û spî ye, Di nav deh hezaran de bijare ye.
Serê wî ji zêrê xas e. Porê wî jî xelekî ye Û wekî rengê qijakê reş e.
Çavên wî, wekî kevokên li ber çeman in Ku bi şîr hatine şûştin. Herdu jî lihevhatî ne
Dêmên wî wekî mişara kulîlkên bêhnxweş e, Lêvên wî sosinî ne Ku wekî rûnê mûrê diherike.
Zendên wî, wekî lûleyên zêrîn ên bi fîrûze nexşkirî ne. Gewdeya wî, wekî ji diranê fîlan çêkirî Ya bi kevirên lapîsê xemilandî ye.
Teşkên wî stûnên mermerî ne, Li ser piyên zêrê xas danîne. Bejn û bala wî wekî Lubnanê, Wekî dara sedrê ya bijare ye.
Devê wî gelek şîrîn e, Her dera wî xweş e. Wisa ye evîndarê min, Wisa ye hevalê min, Ya keçikên Orşelîmê.
Jina herî delal, Evîndarê te bi ku ve çû? Evîndarê te bi kîjan aliyê ve çû? Em jî bi te re lê bigerin.
Evîndarê min çûye bexçeyê xwe, Mişara kulîlkên bêhnxweş Ku pez biçêrîne û sosinan bicivîne.
Ez ya evîndarê xwe me, Ew jî yê min e. Li nav sosinan pez diçêrîne.
Yara min, tu wekî Tîrsayê delal î, Wekî Orşelîmê xweşik î. Wekî artêşa ala xwe vekiriye, biheybet î.
Tu çavên xwe ji ser min bide alî, Wan ez têk birim. Keziyên te, wekî keriyê bizinan e Ku ji pala Gîladê tên xwarê.
Diranên te, wekî keriyê miyan in Ku nû hatine şûştin. Hemû jî cêwî ne, Yek ji wan jî neketiye.
Dêmên te di pişt xêliyê de, Wek şeqê hinarê ne.
Dibe ku li wir şêst şahbanû, Heştê carî û bêhejmar keçik hebin,
Lê kevoka min a bêqisûr, yekta ye. Ew yektaya diya xwe ye, Bîbika çavê dayika xwe ye. Keçikên ew dît, got: “Xwezî bi wê.” Şahbanû û cariyeyên ew dît û pesnê wê da.
Ev jin kê ye? Nêrînên wê wekî seherê, Wekî heyvê delal e, Wekî rojê dibiriqe, Wekî artêşa ala xwe vekirî ye, biheybet e.
Ez çûm bexçeyê gûzan Ku bibînim şaxên şîn ên newalan. Ka bibînim mêw gupik dane? Ka bibînim kulîlkên hinaran pişkivîne?
Bêhemdê xwe, Daxwaza min ez li erebeyên şer ên gelê min siwar kirim.
Vegere, vegere keça Şûlamî! Vegere, vegere em li te binêrin. Çawa ku kes li govenda Mahanayîmê dinêrin, Çima hûn li keçika Şûlamî dinêrin?
Lingên te di çaroxan de çiqas xweşik in, lê dotmîrê! Qorikên te yên gilover wekî cewahir in, Karê destê hosteyan e.
Navika te wekî taseke gilover, Şeraba tevlihev jê kêm nabe. Zikê te mîna loda genim e, Bi sosinan rapêçandî ye.
Herdu memikên te, wekî cotek karxezal, Mîna cêwîkên xezalekê.
Stûyê te wekî birca ji diranê fîlan e, Çavên te mîna hewzên Heşbonê ne, Hewzên li ber dergehê Bat-Rabbîmê. Pozê te wekî birca Lubnanê Ji jor ve li Şamê dinêre.
Serê te, mîna Çiyayê Karmelê Li ser gewdeya te ye, Keziyên te binevşî, Padîşah bû êsîrê biskên te.
Evînê! Tu bi qasî xweşik î, Ewqas jî şîrîn î. Hemû kêf ji te ne.
Bejna te dişibe dara xurmê, Memikên te dişibin gûşiyên wê.
Min got: “Ez herim ser dara xurmê, Bi çiqlên wê bigirim.” Bila memikên te wekî gûşiyên tirî bin, Hilma te wekî bêhna sêvê.
Şeraba herî xas e devê te. Bila ew şerab rasterast here ba evîndarê min, Bila biherike lêv û diranan.
Ez ya evîndarê xwe me, Daxwaza wî ez im.
Were evîndarê min, em herin mêrgan, Şeva xwe biborînin li holikan.
Serê sibê em herin nav rezan Ku bibînin mêwê gupik dane, Kulîlk dane, Kulîlkên hinaran pişkivîne. Li wir ezê evîna xwe pêşkêşî te bikim.
Sêvikên evînê xweş bêhn didin. Li serdêrên me, Her cure fêkiyên bijare, Hişk û ter hene. Min ji bo te civandin, evîndarê min.
Xwezî tu birayê min bûyayî, Ji pêsîrên diya min şîr vexwarîbûyayî. Gava li derve min tu bidîta, minê tu ramûsayî Û tu kesan ez kêm nedidîtim.
Minê bida pêşiya te Û te bibira mala diya xwe, Diya min a ku ez hîn kirime. Minê şeraba bi biharat û avhinara xwe Bi te bida vexwarin.
Bila destê wî yê çepê di bin serê min de be, Bi destê rastê jî min hembêz bike.
Ya keçên Orşelîmê! Ez bi we sond didim xwarin, Hezkirinê hişyar nekin û ranekin, Heta ew bixwaze.
Ev kî ye ji çolê tê? Ev kî ye xwe spartiye evîndarê xwe? Min li bin dara sêvê tu hişyar kirî, Li wir diya te êşa te kişand, Li wir jina ku te anî dinyayê êş kişand.
Tu min wekî morekî deyne ser dilê xwe, Wekî morekî deyne ser zendê xwe. Çimkî hezkirin wekî mirinê hêzdar e, Dilketin wekî diyarê miriyan dijwar e. Pêta wê wekî pêta êgir Dişewitîne û diqedîne.
Ava boş nikare hezkirinê bitefîne, Ne jî lehî dikare wê bi xwe re bibe. Mirovek hemû hebûna xwe ji bo hezkirinê bide, Wê dîsa jî kêm bê dîtin.
Xwişkeke me ya biçûk heye, Hê memikên wê tunene. Roja ku wê bixwazin, Emê ji bo wê çi bikin?
Heke ew sûrek bûya, Meyê li ser wê birceke zîvîn ava bikira. Heke ew deriyek bûya, Meyê bi textikên dara sedrê ew binixamta.
Ez dîwar im, Memikên min jî bircên wê ne. Loma li ber çavê wî Ez bûm ya ku rihetiyê tîne.
Li Baal-Hamonê rezê Silêman hebû, Wî rezê xwe da kirê. Di ber berê wî de, her kirêdarekî hezar zîvan dida.
Lê rezê min ê xumalî, Tenê ji bo min e. Bila hezar zîv ji te re bin, ya Silêman! Du sed zîv jî bila ji kirêdarên te re bin.
Ya tu, jina ku li nav bexçeyan rûdine, Hevalên min guhdariya dengê te dikin. Bi min jî bide bihîstin.
Delalê min, bibe wekî xezal û bilezîne! Mîna karê pezkoviyên li ser çiyayên bêhnxweş were!
Dîtiniya ku Îşayayê kurê Amots di rojên Ûzziya, Yotam, Ahaz û Hîzqiyayê Padîşahên Cihûdayê de li ser Cihûda û Orşelîmê dît.
Ezmano, bibihîze! Erdo, guh bide! Çimkî Xudan got: “Min kur mezin û xweyî kirin, Lê wan serî rakir li ber min.
Ga xweyê xwe dizane, Ker jî afirê xweyê xwe. Lê Îsraêl nizane, Gelê min fêm nake.”
Wey li wî miletê guneh dike, Gelê neheqî li xwe barkirî, Ziriyeta xerabkaran, Zarokên xerabûyî! Wan dev ji Xudan berda Û Pîrozê Îsraêl kêm dît. Wan pişta xwe danê.
Çima hûn dixwazin dîsa lêdan bixwin? Çima hûn serî hildidin? Serî bi tevahî nexweş, Dil bi tevahî xayîs e.
Ji binê piyan Heta serî siheta we nemaye. Tenê derb, birînên kevin û nû hene. Hemû birînên we jî Nepaqijkirî, nepêçayî, nerûnkirî ne.
Welatê we wêran bûye, Bajarên we şewitî ne. Li ber çavê we, Xerîb axa we dixwin. Çawa ku xerîban serobino kiribin, Welat wisa wêran bûbû.
Siyona keç Wekî holika nav rez, Çardaxa nav bostanê xiyaran Û bajarekî dorpêçkirî maye.
Heke Xudanê Karîndar, Hinek ji me sax nehişta, Emê bibûna wekî Sodomê, Emê bibûna mîna Gomorayê.
Ya serwerên Sodomê, Gotina Xudan bibihîzin! Ya gelê Gomorayê, Guh bidin Şerîeta Xwedayê me!
Xudan dibêje: “Min çi ji zêdebûna qurbanên we ye? Ez ji qurbanên şewitandinê yê beranan Û ji bezê golikên dermalekirî têr bûme. Xwîna conega, berx û nêriyan ne bi dilê min in.
Gava hûn hatin pêşberî min, Kî ev ji destê we xwest? Êdî pê li hewşên min nekin.
Êdî pêşkêşiyên vala neyînin, Bixûr ji bo min kirêt e. Êdî ez gazîkirina civînên Heyva Nû û Roja Septê, Civînên we yên mezin ranagirim.
Ez ji Heyva Nû û hemû cejnên we yên din nefret dikim. Ew li ser pişta min bûn bar, Ez westiyam ji hilgirtina wan.
“Gava hûn destên xwe vekin, Ezê çavê xwe ji we bidim alî. Hûn çiqas jî dua bikin, Ezê guhdarî nekim. Hûn destbixwîn in.
Xwe bişon û paqij bikin, Ji ber çavê min xerabîkirinê rakin, Dawî li xerabiyê bînin.
Hînî qenciyê bibin, Li heqiyê bigerin, Bînin rê zordestan. Biparêzin mafê sêwiyan, Binêrin li doza jinebiyan.”
Xudan dibêje: “Niha werin em li doza xwe binêrin. Gunehên we bi xwînê sor jî bûbin, Wê wekî berfê spî bibin. Bûbin wekî qirmizê sor jî, Wê wekî hiriyê spî bibin.
Heke hûn dilxwaz û guhdar bin, Hûnê berê herî baş ê welêt bixwin.
Lê hûn nexwazin û serî rakin, Wê şûr we bixwe û biqedîne.” Çimkî devê Xudan wiha gotiye.
Ma bajarê dilsoziyê çawa bû fahîşe! Ew bajarê ku bi edaletê tije bû. Berê rastî lê dima, Niha kujer!
Zîvê te bû çanc, Şeraba te av tevlêkirî.
Serekên te serhildêr, Bûne hevparên dizan. Tev ji bertîlê hez dikin, Dane pey diyariyan. Mafê sêwiyan nadin, Nakin doza jinebiyan.
Loma gotina Reb Xudanê Karîndar, Hêzdarê Îsraêl ev e: “Ox, ezê ji neyarên xwe rihet bibim! Ezê heyfa xwe ji dijminên xwe bistînim.
Wê destê min li dijî te bizivire. Ezê çanca te bi tevahî paqij bikim, Hemû qirêjiya te bavêjim.
Ezê serdarên te dîsa bikim mîna yên berê, Ezê şêwirmendên te bikim kesên destpêkê. Piştre wê ji bo te bêjin: ‘Bajarê Edaletê, Bajarê Dilsoziyê.’”
Wê Siyon bi heqiyê, Tobedarên wê bi edaletê rizgar bibin.
Lê wê şikestina serhildêr û gunehkaran bi hev re bê, Kesên dev ji Xudan berdane wê tune bibin.
Wê ji darberûyên ku li binê wan şa bûn şerm bikin, Ji bexçeyên hilbijartine rûyê wan sor bibin.
Çimkî hûnê bibin wek darberûya pelçilmisî, Mîna bexçeyê bêav.
Wê zilamê hêzdar bibe wekî pûş Û karên wî bibe mîna çirûsk. Wê herdu bi hev re bişewitin û wê kes netefîne.
Dîtiniya Îşayayê kurê Amots a li ser Cihûda û Orşelîmê:
Di rojên pêş de, Wê çiyayê Mala Xudan bê danîn Ku bibe çiyayê herî bilind. Wê bi ser hemû giran bikeve Û hemû milet biherikinê.
Wê pir gel herinê û bêjin: “Werin Çiyayê Xudan, Werin, em herin Mala Xwedayê Aqûb, Ku ew riyên xwe hînî me bike Û em di rêçikên wî de bimeşin.” Çimkî wê rê û rêbaz ji Siyonê Û gotina Xudan ji Orşelîmê derkeve.
Wê di nav miletan de dadbariyê bike Û meseleyên pir gelan çareser bike. Wê gel şûrên xwe bikin gîsin Û rimên xwe bikin kêra rezvaniyê. Wê milet li dijî hev şûr ranekin, Êdî hînî şer nebin.
Ya Mala Aqûb, werin em di ronahiya Xudan de rêve herin.
Ya Xudan, te gelê xwe, Mala Aqûb berda. Çimkî dilê wan bi baweriyên ji rojhilat tên tije bû. Ew jî wek Filîstiyan bû sêrbaz Û tevî zarokên xerîban dest dane hev.
Welatê wan bi zêr û zîv tije ye, Dawiya xezîneyên wan tuneye. Welatê wan bi hespan tije ye, Dawiya erebeyên wan ên şer tuneye.
Welatê wan bi pûtan tije ye. Ew li ber tiştên bi destên xwe, Tiştên bi tiliyên xwe çêkirine diçin ser çokan.
Mirov hatin tewandin, Herkes hat nizimkirin. Wan nebexişîne, ya Xudan!
Ji ber tirs û xofa Xudan, Ji ber rewnaqiya wî, Herin xwe bispêrin zinaran Û xwe di nav tozê de veşêrin.
Wê çavên bilind bên nizimkirin, Pozbilindiya mirovan bê şikandin. Wê rojê wê tenê Xudan bê berzkirin.
Çimkî roja Xudanê Karîndar, Wê li dijî hemû qure û pozbilindan be. Wê rojê hemû kesên hatine bilindkirin, Wê bêne nizimkirin.
Wê li dijî hemû darên sedrê yên berz û bilind ên Lubnanê, Li dijî hemû darmaziyên Başanê,
Li dijî tevahiya çiyayên bilind, Li dijî tevahiya girên mezin,
Li dijî hemû bircên bilind, Li dijî hemû sûrên asê,
Li dijî tevahiya gemiyên Tarşîşê Û wê li dijî tevahiya keştiyên xweş be.
Wê pozbilindiya mirovan bê şikandin Û quretiya wan bê nizimkirin. Wê rojê wê tenê Xudan bilind be
Û wê pût bi tevahî ji holê rabin.
Çaxê Xudan rabe dinyayê bitirsîne, Wê mirov ji ber tirs û xofa Xudan, Ji ber rewnaqiya wî, Bikevin şikeftên zinaran û qulên axê.
Wê rojê wê mirov Pûtên zêrîn û zîvîn ên ji bo perizîna xwe çêkirine, Bivirvirînin şevşevok û koremişkan.
Çaxê Xudan rabe ku dinyayê bitirsîne, Wê mirov ji ber tirs û xofa Xudan, Ji ber rewnaqiya wî, Bikevin qelîştokên zinaran Û şikeftên zinarên bilindciyan.
Êdî baweriya xwe bi mirovan neyîne, Roj tê nefes lê namîne. Ma qedrê wî çi ye?
Çimkî niha Reb Xudanê Karîndar, Ji Orşelîm û Cihûdayê Piştgirî û alîkariya wan radike. Ew hemû piştgiriya wan a nan û avê,
Mêrxas û şervan, Dadger û pêxember, Falbaz û rîspî,
Serpêncî û zilamê rûmetdar Şêwirmend û sêrbazê şehreza, Remildarê pispor radike.
Ezê zarokan ji wan re bikim serwer, Wê zarokên biçûk serweriya wan bikin.
Wê gel li hev, Her kes li cîranê xwe zilmê bike. Wê zarok li rîspiyan, Beredayî li kesê rûmetdar bêedebiyê bike.
Wê zilamek li mala bavê xwe Ji birayê xwe re bêje: “Qet nebe xiftanê te heye! Rabe bibe serwerê me, Bila ev wêrane di bin destê te de be.”
Lê wê rojê birayê wî, Wê dengê xwe bilind bike û bêje: “Ez nikarim birînan bipêçim, Li mala min ne nan, heye, ne jî xiftan. Min nekin serwerê gel.”
Orşelîm terpilî bû, Cihûda ketibû. Çimkî gotin û kirina wan li dijî Xudan e, Li dijî hizûra rûmeta wî serhildêr in.
Reng û rûyê wan Li dijî wan şahidiyê dike. Gunehên xwe wek Sodomê Bi eşkereyî dibêjin, qet venaşêrin. Wey li wan! Çimkî wan xerabî anî serê xwe.
Ji yên rast re bêjin, wê qencî bi wan bibe. Çimkî wê berê kirinên xwe bixwin.
Wey li xeraban! Wê xerabî bi wan bibe, Wê kirina destên wan bê pêşiya wan.
Zarok in zordarên gelê min, Jin serweriya wan dikin. Ya gelê min! Rêberên te, Te ji rê derdixin. Rêçikên tu lê dimeşî tevlihev dikin.
Xudan ji bo doza xwe rabû, Ji bo dîwana gelan bike sekinî.
Xudan bi rîspî û serekên gel re Dîwanê dike û dibêje: “Yê ku rez xwarine û qedandine hûn in, Malê talanê bindestan di xaniyên we de ne.
Ma çi bi we bûye ku hûn gelê min diperçiqînin Û rûyê bindestan dihêrin?” Ev e gotina Reb Xudanê Karîndar.
Xudan got: “Madem keçên Siyonê pozbilind in, stûyê xwe dirêj dikin, çav dişikênin û diçin, xirxalên lingên wan dikin şingînî, xwe dihejînin û rêve diçin,
ji ber vê yekê wê Reb serê wan gurî bike û Xudan eyba wan veke.”
Wê rojê wê Reb xweşikbûna xirxalan, tîtik, heyvik,
guhar, bazin, xêlî,
şerpe, zendik, piştênk, şûşên miskê, nivişt,
gustîl, xizêm,
cilên cejnan, kûlav, xiftan, kîsik,
neynikên destan, cilên kitên, kum û çarikan ji navê rake.
Wê di şûna bêhna xweş de bêhna pîs, Di şûna piştênkê de benik, Di şûna lûrelûra keziyan de serê keçel, Di şûna cil û bergên bixemil de çûx, Di şûna bedewiyê de daxkirin hebe.
Wê mêrên we bi şûr, Mêrxasên we di şer de bikevin.
Wê dergehên bajêr bikin axîn û şînê bikin, Perîşan bimînin û li ser axê rûnin.
Wê rojê, wê heft jin bi mêrekî bigirin û bêjin: “Emê nan û cilên xwe peyda bikin. Bila tenê navê te li ser me be. Şerma me ji ser me rake.”
Wê rojê wê şaxê Xudan xweşik û birûmet be. Wê fêkiyê welêt bibe berzî û rûmeta saxmayiyên gelê Îsraêl.
Wê ji bermayiyên li Siyonê re, ji hemû kesên wekî “Li Orşelîmê sax mane” hatine nivîsandin re, pîroz bê gotin.
Wê Reb keçên Siyonê ji pîsîtiya wan paqij bike. Xwîna ku li Orşelîmê pijiqî ser wan, bi ruhekî adil û êgir paqij bike.
Wê Xudan her aliyê Çiyayê Siyonê û ser civînên wê derê nava rojê, bi ewr û dûyê, şevê jî bi şewqa pêta êgir biafirîne. Wê xêliyek li ser hemû rûmetê be.
Ev xêlî wê bibe holikeke wisa ku ji germa rojê re bibe sî, ji baran û taviyê re jî bibe kon û sitargeh.
Ez ji bo rezê evîndarê xwe, Strana evîndarê xwe bêjim: Li girekî axa wî berdar, Rezekî evîndarê min hebû.
Wî rez kola û kevir derxistin. Mêwên bijare lê çandin Û li navê bircek ava kir. Di hundirê wê de mehserek jî kola. Ew li bendê ma ku rez tirî bide, Lê rez tiriyê bejî da.
Ew dibêje: “Ya şêniyên Orşelîmê û gelê Cihûdayê, ez ji we lava dikim, di navbera min û rezê min de dadgeriyê bikin.
Hê jî tiştekî ku ji bo rezê xwe bikim maye? Qey min her tiştî nekiriye? Ez li bendê bûm tirî bide min, lê çima tiriyê bejî da?
Niha tişta ku ezê bi rezê xwe bikim ez ji we re bêjim. Ezê sinca wî rakim. Wê wî bixwin û biqedînin. Ezê dîwarên wî hilweşînim. Wê di bin lingan de biperçiqînin.
Ezê wî wêran bikim, wê neyê kesaxtin û tevrikirin. Wê devî û dirî tê de derkevin. Ezê emir li ewran bikim ku baranê li ser nebarîne.”
Rezê Xudanê Karîndar Mala Îsraêl e, Şaxê ew pê dilşa ye, Gelê wî Cihûda ye. Heqî bû hêviya wî, Lê wî dît qetilxwînî. Edalet bû hêviya wî, Lê tenê ma hewarî.
Wey li wan kesan ku heta cih namîne zeviyan li zeviyên xwe, Xaniyan li xaniyên xwe zêde dikin. Êdî tenê hûn di nav vî welatî de rûdinin.
Xudanê Karîndar di guhê min de sond dixwe û dibêje: “Wê esse gelek mal wêran bin, Wê gelek malên mezin û xweşik hebin, Lê wê kesek tê de tunebe.
Çimkî wê rezekî deh cotan, tenê batekî şerabê bide, Wê homerek tov, tenê efayekê bide.”
Wey li wan kesan ku serê sibê zû radibin Û didin pey meyê. Ew derengê şevê jî şerabê vedixwin Heta ku li hev sor dibin.
Di ziyafetên wan de, Çeng û tembûr, def û bilûr tê lêxistin, Şerab tê vexwarin. Lê ew bala xwe nadin karên Xudan, Li kirinên destê wî nanêrin.
Gelê min ji ber nezaniyê wê sirgûn bibe. Zilamên wan ên rûmetdar wê ji birçîbûnê bimirin, Gelê wan ji tîbûnê ziwa bibe.
Loma diyarê miriyan gewriya xwe fireh kir, Devê xwe bêpîvan vekir. Gava giregir û kesên ji rêzê yên Orşelîmê Bi heytehol û xirecireke mezin şa dibin, wê bikevin wir.
Wê mirov bên tewandin. Herkes nizim bibe. Çavên qureyan jî bên nizimkirin.
Lê wê Xudanê Karîndar, Bi heqiyê berz bibe. Wê Xwedayê Pîroz bi edaletê, Pîroziya xwe nîşan bide.
Wê berx li mêrgên xwe biçêrin, Wê xerîb li derên wêran ên qelewan bixwin.
Wey li wan kesan ku xerabiyê bi benên ji derewan Û guneh bi werîsê erebeyan dikişînin.
Ew dibêjin: “Bila ew bilezîne, karê xwe zû biqedîne ku em bibînin. Bila pîlana Pîrozê Îsraêl nêzîk bibe û were ku em bibînin.”
Wey li wan kesan ku ji ya xerab re qenc, Ji ya qenc re xerab dibêjin. Tariyê dikin şûna ronahiyê, Ronahiyê dikin şûna tariyê. Tehl dikin şûna şîrîn, Şîrîn dikin şûna tehl.
Wey li wan kesan ku xwe Di çavê xwe de şehreza dibînin û fêmdar dihesibînin.
Wey li wan kesan ku di vexwarina şerabê de xurt in, Di tevlihevkirina meyê de jêhatî ne.
Bi bertîlê xeraban mafdar dertînin, Mafên mafdaran ji destê wan distînin.
Loma çawa ku agir pûş dixwe, Çawa ku giyayê ziwa di nav pêta êgir de jinişkave dikeve, Wê koka wan birize, Kulîlkên wan wek tozê berhewa bibin. Çimkî wan dev ji Şerîeta Xudanê Karîndar berda, Gotinên Pîrozê Îsraêl kêm dît.
Loma hêrsa Xudan li dijî gelê wî rabû. Wî destê xwe dirêj kir û li wan xist. Çiya lerizin û cendek wekî zibil, Di nav kuçeyan de man. Lê dîsa jî hêrsa Xudan daneket, Destê wî li dijî wan dirêjkirî ma.
Xudan wê ji bo miletên dûr alekê biçikîne Ji bo ku ji binê dinyayê gazî wan bike, bifîkîne. Wê zûka, bi lez û bez werin.
Wê di nav wan de kesên westa û terpilî, Xilmaş û xewar tunebin. Wê piştênka nava wan sist nebe Û benê çaroxên wan neqete.
Tîrên wan tûj in, Kevanên wan hergav tikandî ne. Simên hespên wan wekî kevirê hesteyê ne, Tekelên erebeyên wan wekî bahozê ne.
Qîrîna wan wekî himîna şêremê ye, Wekî şêrên ciwan dikin himîn. Digurmijin û nêçîra xwe digirin û dibin. Kes xwe ji lepên wan rizgar nake.
Wê rojê wê li dijî wan wekî pêlên deryayê bikin xuşînî. Kesê li welêt binêre Wê tenê tarîtî û tengasiyê bibîne. Wê ronahî bi ewrên tarî bê nixamtin.
Di sala mirina Ûzziyayê Padîşah de, min dît ku Reb li ser textekî berz û bilind rûniştibû. Daw û delingê xiftanê wî Perestgeh tije dikir.
Li raserê wî Seraf disekinîn. Şeş baskên her yekî ji wan hebûn. Bi diduyan rûyê xwe dinixamtin, bi diduyan lingên xwe dinixamtin û bi diduyan difiriyan.
Yekî gazî yê din dikir û digot: “Pîroz e, pîroz e, pîroz e Xudanê Karîndar. Rûmeta wî tevahiya dinyayê dadigire.”
Ji dengê Serafan zirze û şêmîkên deriyan hejiyan û mal bi dûyê tije bû.
Min got: “Wey li min! Ez helak bûm. Çimkî ez zilamekî lêvqirêj im û di nav miletekî lêvqirêj de rûdinim. Lê çavê min Padîşah, Xudanê Karîndar dît.”
Ji Serafan yek ber bi min ve firiya û di destê wî de sotikeke êgir hebû. Wî ew bi maşikê ji ser gorîgehê hildabû.
Wî ew bi devê min ve danî û got: “Va ye, ev agir li lêvên te ket. Loma sûcê te hat rakirin û gunehê te hat bexişandin.”
Piştre min dengê Reb bihîst. Wî digot: “Ez kê bişînim? Wê kî ji bo me here?” Min got: “Ez li vir im, min bişîne.”
Wî got: “Rabe here û ji vî gelî re bêje: “‘Çiqas bibihîzin jî fêm nekin, Çiqas bibînin jî tênegihîjin.
Dilê vî gelî hişk bike, Guhê wan giran bike Û çavê wan bigire Ku bi çavê xwe nebînin, Bi guhê xwe nebihîzin Û bi dilê xwe fêm nekin. Li min venegerin û şifayê nebînin.’”
Min pirsî û got: “Heta kengê ya Reb?” Wî got: “Heta bajar wêran û bêkes bimînin Û xanî bêmirov bimînin. Heta ax bi tevahî bibe wêran.
Wê Xudan mirovan bavêje derên dûr, Deverên welêt ên vikîvala wê zêde bin.
Li welêt dehyeka mirovan jî bimîne, Wê dîsa bê şewitandin. Wekî darberû û darmaziyan, gava qelibîn, Wê tenê qurmê wan bimîne. Ziriyeta pîroz wê wekî wî qurmî be.”
Di rojên Ahazê kurê Yotamê kurê Ûzziyayê Padîşahê Cihûdayê de, Resînê Padîşahê Aramê û Peqahê kurê Remalyayê Padîşahê Îsraêlê rabûn ku êrîşî Orşelîmê bikin. Lê tevdîra şer jî nekirin.
Gava Mala Dawid bihîst Aramê bi Efrayîmê re yekîtî çêkiriye, dilê Ahaz û gelê wî wekî darên daristanên ber bayê lerizî.
Di vê navberê de Xudan ji Îşaya re got: “Ji bo pêşwaziya Ahaz, tu û Şêar-Yaşûvê kurê xwe rabin herin ser riya Zeviya Kincşûştinê, dawiya coyê Hewza Jorîn.
Jê re bêje: ‘Hay ji xwe hebe, aram be û ji van herdu perçeyên êzingên nîvşewitî, ji hêrsa dijwar a Resînê Padîşahê Aramê û kurê Remalya netirse. Bila dilê te wêrek be.
Madem Aram, Efrayîm û kurê Remalya li dijî te şêwra xerabiyê dikin û dibêjin:
Em êrîşî Cihûdayê bikin. Wan bibizdînin, welêt bi dest bixin, xwe û kurê Tavêl li ser wê bikin padîşah.’
“Reb Xudan wiha dibêje: ‘Wê ev kar nebe û neçe serî.
Çimkî Şam paytexta Aramê, Resîn jî serekê wê ye. Wê Efrayîm jî di nav şêst û pênc salan de bişikê û ji miletbûnê derkeve.
Paytexta Efrayîmê Samerya ye û kurê Remalya serekê wê ye. Heke tu bawer nekî, tê di ewlehiyê de nebî.’”
Xudan careke din ji Ahaz re got:
“Tu ji Xwedayê xwe Xudan ji bo xwe nîşanekê bixwaze. Dibe ku wekî diyarê miriyan kûr û wekî ezmanan bilind be.”
Lê Ahaz got: “Ez naxwazim, ez Xudan naceribînim.”
Îşaya got: “Ya Mala Dawid, niha bibihîzin! We mirov aciz kirin ne bes bû, îcar hûn dixwazin Xwedayê min jî aciz bikin?
Loma wê Reb bi xwe nîşanekê bide we. Va ye, wê keç bi zaro bimîne û kurekî bîne. Wê navê wî bike Îmmanûêl.
Gava kurik qencî û xerabiyê ji hev derxe, wê nivişk û hingivê bixwe.
Lê gava qencî û xerabiyê ji hev dernexe, wê axa herdu padîşahên tu ji wan gelekî ditirsî vikîvala bibe.
“Wê Xudan rojên wisa bîne serê te, serê gelê te û serê mala bavê te ku ji roja Efrayîm ji Cihûdayê veqetiyaye û heta niha, tiştekî wiha nehatiye dîtin. Padîşahê Aşûrê wê bir ser we de bê.
“Wê rojê wê Xudan bi fîkîn gazî mêşên çavkaniyên çemên Misrê û mozên axa Aşûrê bike.
Wê hemû bên û di geliyên kûr de, di qelîştokên zinaran de, di nav hemû devî û diriyan de û li hemû mêrgan bicih bibin.
“Wê rojê wê Reb, bi gûzana ji aliyê din ê Çemê Feratê hatiye kirêkirin ku Padîşahê Aşûrê bixwe ye, rih, por û mûyên we kur bike.
Wê rojê ji qatiya mirovan, zilamê ku bi tenê çêlekeke ciwan û coteke pêz jî xweyî dike,
wê bi saya şîrê zêde yê ku distîne, wê nivişk bixwe. Her kesê li welêt sax maye, wê nivişk û hingivê bixwe.
“Wê rojê, wê her rezê ku tê de hezar mêw hene û bihayê wan hezar zîv e, wê bi devî û diriyan tije bibe.
Wê mirov bi tîr û kevanan werin wê derê. Çimkî wê tevahiya welêt devî û dirî be.
Girên ku berê dihatin tevrikirin û çandin, wê ji tirsa devî û diriyan kes neçê. Wê bibin dera ku dewar lê digerin û di bin lingên pêz de diperçiqin.”
Xudan ji min re got: “Tu lewheyekî mezin hilde û li ser bi nivîseke hêsan, ‘Yê Mahêr-Şalal-Haş-Baz e’ binivîse.
Ji bo vê jî bila Ûriyayê Kahin û Zekeriyayê kurê Yeverêkya ku dilsoz in bibin şahidên min.”
Ez çûm ba jina xwe ya pêxember, ew bi zaro ma û kurekî anî. Xudan ji min re got: “Tu navê wî ‘Mahêr-Şalal-Haş-Baz’ deyne.
Çimkî hê ku zarok hînî gotina: ‘Dayê, bavo’ nebûye, wê Padîşahê Aşûrê dewlemendiya Şamê û talanê Sameryayê ji xwe re bibe.”
Xudan careke din ji min re got:
“Ji bo ku vî gelî avên Şîloahê yên bi aramî diherikin red kirin û bi kurê Resîn û Remalya şa dibin,
ez Reb, ezê ava Çemê Feratê ya hêzdar, tevî hemû rûmeta wî, Padîşahê Aşûrê bi ser wan de bişînim. Wê bibe lehî û hemû coyê avê û keviyên wan di bin avê de bihêle.
Wê av Cihûdayê di bin xwe de bihêle û di ser re bavêje. Wê heta qirikê bilind bibe, bi pêlên xwe yên berfireh seranserê welatê wî bigire, ya Îmmanûêl! ”
Gelno, helak bibin û bişikên! Kesên li welatên dûr, guhdar bin. Bila herkes tevdîra şer bike, lê hûnê bişikên. Belê, bila herkes tevdîra şer bike, lê hûnê bişikên.
Hûn çiqas şêwra xwe bikin jî wê vala be. Heta dixwazin biaxivin, lê wê nebe. Çimkî Xwedê bi me re ye.
Gava destê wî bi hêzdarî li ser min bû, Xudan ji min re wiha got. Wî ez hişyar kirim ku ez di riya vî gelî de nemeşim û got:
“Her tiştê ku ev gel jê re dibêje fen û fût e, Hûn nebêjin fen û fût e. Ji ya ku ew jê ditirsin netirsin Û jê nebizdin.
“Tenê Xudanê Karîndar pîroz bikin. Ji wî bitirsin, bila xofa we ew be.
Wê bibe Pîrozgeh, Lê wê ji bo herdu malên Îsraêl, Bibe kevirekî terpilînê û latekî likumandinê. Ji bo şêniyên Orşelîmê, Wê bibe xefik û dafik.
Wê ji nav wan gelek kes biterpilin, Wê bikevin û bişikên. Wê bikevin dafikê û bên girtin.”
Di nav şagirtên min de, Şahidiyê biparêze, Hînkirinê mor bike!
Ezê li benda Xudan bimînim ku rûyê xwe ji Mala Aqûb veşartiye. Ezê hêviya xwe pê ve girê bidim.
Ez û zarokên ku Xudan dane min, ji aliyê Xudanê Karîndar ê ku li Çiyayê Siyonê rûdine, nîşan û îşaretên li welatê Îsraêl in.
Heke hinek ji we re bêjin: “Bi sêrbaz û ruhan bişêwirin ku dikin pistepist û mirînî,” ji wan re bêjin: “Ma hewce nake ku miletek ji Xwedayê xwe şîreta bixwaze? Mirov qet ji bo zindiyan bi miriyan dişêwire?”
Vegerin şerîet û şahidiya Xudan! Kesên li gorî van nebêjin, wê li wan nebe şeveq.
Wê birçî û neçar li nava welêt bigerin. Gava birçî bimînin wê hêrs bibin û naletê li Xwedê û padîşahên xwe bînin. Wê li jor
û li jêr binêrin. Wê ji taristan, tengasî û tarîtiya diltengiyê pêve tiştekî nebînin. Wê ber bi taristana kûr ve bêne ajotin.
Lê wê tarîtiya welatê dilteng nemîne. Berê Xwedê herêmên Neftelî û Zevûlon biçûk xist, lê di dema bê de, wê herêmên Riya Deryayê, aliyê din ê Çemê Şerîayê, Celîleya miletan birûmet bike.
Gelê ku di tariyê de diçe, Wê ronahiyeke mezin bibîne. Li ser şêniyên welatê tariya kur, Wê bibe ronahî.
Te milet zêde kir, Tê şahiya wan jî mezin bikî. Di dema palehiyê de şahî çawa be, Di dema parvekirina talên de çoşbûn çawa be, Wê li pêş te jî wisa şa bibin.
Çimkî çawa ku te di roja Mîdyanê de şikandin, Tê nîrê li ser wan dibe bar, Darê zilma li ser milê wan, Gopalê li ser pişta wan bişikênî.
Her bota şervanê çûye şer, Cilên di xwînê de hatine gevizandin, Wê ji bo êgir bibin êm û bişewitin.
Çimkî wê zarokek ji me re çêbe, Wê kurek ji me re bê dayîn. Wê serwerî li ser milê wî be. Wê navê wî Şêwirmendê Nûwazekar, Xwedayê Karîndar, Bavê Herheyiyê, Mîrê Aştiyê be.
Ji bo textê Dawid û padîşahiya wî, Wê serwerî her ku biçe zêde bibe Û dawiya aştiyê neyê. Wê serweriya xwe li ser heqî û edaletê ava bike Û ji niha û heta hetayê bidomîne. Wê xîreta Xudanê Karîndar vê yekê pêk bîne.
Reb li dijî Aqûb gotinek şand ku wê bi ser Îsraêlê de bikeve.
Wê Efrayîmî û xelkê Sameryayê, Wê tevahiya gel bi vê yekê bizanibe. Lê wê bi pozbilindî Û bi quretiya dilê xwe bibêjin:
“Kelpîç ketin, Lê emê bi kevirên qewirandî dîsa çêkin. Darhejîr hatin birîn, Lê emê darên sedrê bixin şûna wan.”
Wê Xudan li dijî wan, Neyarên Resîn rake, Wê dijminên wî bi ser wî de sor bike.
Wê ji rojhilat Aramiyan, Ji rojava Filîstiyan rake ser piyan. Wê devê xwe vekin û Îsraêlê bixwin. Dîsa jî wê hêrsa Xudan danekeve, Destê wî li dijî wan dirêjkirî bimîne.
Gel li yê ku li wan xistiye venegeriya, Li Xudanê Karîndar negeriya.
Wê Xudan ji Îsraêlê Ji serî û binî, Çiqlê dara xurmê û zilê, Di rojekê de bibire.
Serî yê rîspî û rûmetdar e Û pêxemberê derewkar binî ye.
Çimkî rêberên vî gelî ji rê derdixin Û kesên li pey wan diçin, tên daqurtandin.
Loma wê Reb bi xortan şa nebe Û li ber sêwî û jinebiyan nekeve. Çimkî hemû xwedênenas û xerabkar in, Her dev ehmeqiyê dike. Dîsa jî wê hêrsa Xudan danekeve, Destê wî li dijî wan dirêjkirî bimîne.
Çimkî xerabî wekî êgir dişewitîne. Devî û diriyan dadiqurtîne, Daristanên gur pê dixe Û stûnên dûyê bilind dibin.
Welat bi xezeba Xudanê Karîndar şewitî, Wê gel ji bo êgir bibe êm. Wê heyfa bira li bira neyê.
Wê ji vir ve xwarinê hilde, Lê birçî bimîne. Wê ji wir ve bixwe, Lê têr nebe. Wê goştê zarokên xwe jî bixwe.
Wê Minaşşe Efrayîm, Efrayîm jî Minaşşe bixwe. Wê herdu bavêjin ser Cihûdayê. Lê dîsa jî wê hêrsa Xudan danekeve, Wê destê wî li dijî wan dirêjkirî bimîne.
Wey li wan kesan Ku qanûnên neheq dertînin Û rêbazên nerast dinivîsin
Ku heqê belengazan averê bikin, Mafê bindestên gelê min bistînin, Jinebiyan talan bikin Û sêwiyan bişelînin.
Di roja cezakirinê de, Dema helakbûn ji dûrî ve tê serê we, Hûnê çi bikin? Ji bo alîkariyê ber bi kê ve birevin? Hebûna xwe deynin ku derê?
Yan hûnê di nav êsîran de çok bidin, Yan jî hûnê di bin kuştiyan de bimînin. Lê dîsa jî wê hêrsa Xudan danekeve, Wê destê wî li dijî wan dirêjkirî bimîne.
Wey li Aşûrê ku gopalê hêrsa min e! Darê destê wê, xezeba min e.
Ezê wê bişînim ser miletê xwedênenas, Ezê ferman bidim wê ku here ser miletê lê hêrs bûme Ku bişelînin û talan bikin Û wan wek heriya kuçeyê biperçiqîne.
Lê Padîşahê Aşûrê wiha nafikire, Şêwra xwe wiha nake. Di dilê wî de tenê tunekirin heye Û miletên ku dixwaze wan helak bike, Qet ne kêm in.
Ew dibêje: “Ma hemû fermandarên min ne padîşah in?
Ma Kalno ne wekî Karkemîş e? Hama ne wekî Arpadê ye? Samerya jî ne wekî Şamê ye?
Çawa destê min gihîştibe welatên wan îlahan Ku pûtên wan ji yên Orşelîm û Sameryayê zêdetir in,
Min çi anîbe serê Sameryayê û îlahên wê, Ma ezê neyînim serê Orşelîm û pûtên wê jî?”
Gava Reb li Çiyayê Siyon û Orşelîmê hemû karên xwe birin serî, wê encama pozbilindiya Padîşahê Aşûrê û awirên wî yên qure ceza bike.
Çimkî wî got: “Min her tiştî bi hêza destê xwe Û şehrezayiya xwe kir. Çimkî ez fêmdar im. Min sînorên miletan rakirin, Min xezîneyên wan şelandin Û min bi mêrxasî padîşah ji ser têxt xistin.
Çawa ku hêlînekê bibîne, Destê min dewlemendiya miletan dît. Çawa hêkên hêlînên terikî tên hilanîn, Min jî tevahiya dinyayê wisa da hev. Yekî jî baskê xwe nehejand, Devê xwe venekir û nekir çîveçîv.”
Ma bivir dikare bi yê ku pê dibire, Pesnê xwe bide? Ma birek dikare li ber yê ku pê dibire, Berziya xwe nîşan bide? Gelo gopal dikare, Kesê ew hildide bihejîne? Yan jî dar dikare Yê ne dar bilind bike?
Loma wê Reb Xudanê Karîndar, Zilamên Aşûrê yên xurt, Bi êşa jarbûnê ceza bike. Rûmeta wî bibe pêt û agir û bişewite.
Wê ronahiya Îsraêl bibe agir Û Pîrozê wê bibe pêt. Wê devî û diriyên Aşûrê Di rojekê de bişewitîne, Bixwe û biqedîne.
Wê rûmeta daristan û bexçeyên wê yên berdar, Heta can û bedena wê telef bibe, Çawa ku nexweşek dihele.
Wê hejmara darên wê yên daristanê Ewqas kêm be ku zarokek jî bikaribe binivîse.
Wê rojê bermayiyên Îsraêl û ji Mala Aqûb ên sax mane wê cardin xwe nespêrin kesê li wan dixe. Wê bi dil û can xwe bispêrin Pîrozê Îsraêl, Xudan.
Kesên mayî, kesên ji ber Mala Aqûb sax mane, wê li Xwedayê hêzdar vegerin.
Ya Îsraêl, gelê te bi qasî sêlaka deryayê zêde be jî, wê tenê hinek bermayiyên wan vegerin. Biryara wêrankirineke tam adil hatiye dayîn.
Çimkî wê Reb Xudanê Karîndar, li tevahiya dinyayê dawiyekê bîne û biryara vê yekê hatiye dayîn.
Loma Reb Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Ya gelê min ê li Siyonê rûdine! Ji Aşûriyan netirse ku wekî Misriyan bi gopalan li te xistibûn û bi daran li dijî te rabûbûn.
Çimkî wê di demeke nêzîk de xezeba min a li dijî te nemîne. Hêrsa min jî berê xwe bide xerakirina wan.
Çawa ku wî Mîdyanî li Zinarê Orêvê têk birin, wê Xudanê Karîndar qemçî li dijî wan rake. Wê gopalê wî li ser deryayê be û wekî wî li Misrê kir, wê li dijî wan jî rake.
Wê rojê wê barê wan ji ser milê we rabe. Wê nîrê ser stûyê we ji ber xurtiya we bê şikandin.”
Aşûrî bi ser Eyatê de hatin. Ew ji Mîgronê derbas bûn, Barê xwe li Mîkmasê hiştin.
Ew ji gelî derbas bûn Û li Gevayê konên xwe vedan. Rama ji tirsan lerizî, Gîvaya Şawûl jî reviya.
Ya Gallîma keç bi dengekî bilind biqîre! Ya Layşa guhdar be! Ya Enatot bersivê bide!
Madmêna direve, Şêniyên Gêvîmê li dereke sitarê digere.
Îro wê Aşûrî li Novê bisekinin, Ji Çiyayê Siyona keç re, Ji Girê Orşelîmê re kulma xwe rakin.
Va ye Reb Xudanê Karîndar, Wê çiqlan bibire ku bi dengekî tirsdar li erdê bikevin. Wê bejinbilind bên birîn û pozbilind nizim bibin.
Wê derên gur ên daristanê bi biviran bibire, Wê Lubnan bi saya yê Karîndar bikeve.
Wê ji qurmê Yêşa şax bavêje, Ji koka wî çiqlek fêkî bide.
Wê Ruhê Xudan, Ruhê şehrezabûn û fêmdariyê, Ruhê şîret û hêzdariyê, Ruhê zanîn û tirsa Xudan li ser wî be.
Wê bi tirsa Xudan şa bibe. Wê li gorî dîtina çavê xwe dadbar neke Û li gorî bihîstina guhê xwe biryarê nede.
Wê bi edaletê belengazan dadbar bike, Ji bo bindestên welêt bi wekhevî biryarê bide. Wê bi gopalê devê xwe li dinyayê bixe, Bi hilma lêvên xwe xeraban bikuje.
Wê piştênka pişta wî edalet, Kembera nava wî dilsozî be.
Wê gur û mî bi hev re bijîn, Piling jî bi berxikê re razê. Wê golik, şêrê ciwan û gayê dermalekirî bi hev re bin, Zarokekî biçûk jî şivantiya wan bike.
Wê hirç tevî çêlekê biçêre, Têjikên wan jî bi hev re razên, Wê şêr wekî conegê ka bixwe.
Wê zarokê berşîr li ser qula marê reş bileyize, Zarokê ji şîr vekirî, destê xwe bixe qula marê kor.
Wê tu kes li ser tevahiya çiyayê min ê pîroz, Xisarê nede û wêran neke. Çimkî çawa av deryayan tije dike, Dinya jî wê bi zanîna Xudan tije bibe.
Wê rojê, wê koka Yêşa wekî alekê gelan bisekine. Wê milet lê bigerin û cihê wî birûmet be.
Wê rojê, wê Reb careke din destê xwe dirêj bike ku bermayiyên gelê xwe ji Aşûr, Misir, Patros, Kûş, Elam, Şînar, Hama û keviyên deryayan vegerîne.
Wê ji bo miletan alekê biçikîne, Wê sirgûnên gelê Îsraêl bide hev. Wê mirovên Cihûdayî yên ku belav bûne, Ji çar aliyên dinyayê berhev bike.
Wê Efrayîm dexesiya Cihûda neke, Kesên Cihûdayê ditengijînin bên avêtin. Wê Efrayîm ji Cihûdayê nedexise Û Cihûda Efrayîmê netengijîne.
Wê herdu li rojava êrîşê Filîstiyan bikin Û bi hev re gelên rojhilat talan bikin. Wê dest deynin ser erdê Edom û Moavê, Wê Emmonî jî bi ya wan bikin.
Wê Xudan Kendava Suweyşa Misrê Bi tevahî biçikîne. Wê destê xwe bi bayê şewatê Li ser Çemê Feratê bihejîne. Wê lê bixe û di nav heft newalan de parve bike Ku mirov bi çaroxan tê re derbas bibin.
Wekî roja ku ji welatê Misrê derketin, Ji bo Îsraêl riyek hebû, Ji bo bermayiyên gelê Xwedê yê li Aşûrê jî Wê riyeke mezin hebe.
Gelê Îsraêl, tê wê rojê bêjî: “Ya Xudan, ez ji te re spasdar im. Tu li min hêrs bibûyî, Lê hêrsa te daket Û te ez teselî kirim.
Xwedê esse rizgariya min e, Ezê pê ewle bim û netirsim. Çimkî Xudan hêz û lavija min e, Ew ji bo min bû rizgarî.”
Hûnê ji bîrên xilasiyê, Bi şahî avê bikişînin.
Wê rojê hûnê bêjin: “Şikir ji Xudan re bikin, Gazî navê wî bikin. Di nav gelan de bidin bihîstin karên wî, Bînin bîra wan ku navê wî mezin e.
Ji Xudan re lavijan bêjin, Çimkî wî karên bi heşmet kirin. Bila tevahiya dinya vê yekê bizanibe.
Ya xelkê Siyonê biqîre û şa be! Çimkî Pîrozê Îsraêl ê nav we mezin e.”
Peyama li ser Babîlê ya ku Îşayayê kurê Amots dît:
Li ser çiyayê rût alekê biçikînin, Bi dengê bilind gazî wan bikin. Destê xwe ji wan re bihejînin Ku di dergehên mîran re bikevin hundir.
Min ferman da hilbijartiyên xwe, Gazî mêrxasên xwe kir Ku bi berziya min dipesinin. Min xwest ku hêrsa min pêk bînin.
Guhdar bin! Ji çiyayan dengekî pir zêde, Qelebalixeke mezin tê. Guhdar bin! Dengê heytehola padîşahiyan, Dengê miletên li ser hev kom dibin heye. Xudanê Karîndar artêşa xwe ji şer re amade dike.
Xudan û çekên xezeba wî Ji diyarekî dûr, Ji binê ezmanan tên Ku tevahiya welêt xera bikin.
Bikin zarîn! Çimkî roja Xudan nêzîk e. Wê ew roj ji Yê Karîndar, Wekî hilweşînekê bê.
Loma wê hemû dest sist bibin Û dilê her mirovî bihele.
Wê gelekî bitirsin. Wê êş û nexweşî bi wan bigire, Wê wekî jina zarok tîne êşê bikişînin. Wê şaş û metel li hev binêrin Û reng û rûçik li wan nemîne.
Va ye roja Xudan tê! Roja xedar, roja bi xezeb û hêrsa dijwar tê Ku welatan wêran bike Û gunehkarên wan helak bike.
Çimkî wê stêrên ezmanan Û komên wan nebiriqin. Gava roj derkeve wê tarî be, Heyv jî ronahiya xwe nede.
Ezê dinyayê ji ber xerabiya wê, Xeraban ji ber neheqiya wan ceza bikim. Ezê dawiya pozbilindiya qureyan bînim, Ezê quretiya zordaran nizim bikim.
Ezê mirovan ji zêrê xas, Însanan ji zêrê Ofîrê kêmtir bikim.
Ezê ezmanan bihejînim, Wê dinya jî, ji cihê xwe bileqe, Di xezeba Xudanê Karîndar de, Di roja hêrsa min a dijwar de.
Wekî xezala tê nêçîrkirin, Wekî miyên tu kes wan bide hev tuneye, Wê herkes berê xwe bide gelê xwe, Wê herkes bireve welatê xwe.
Herçî kesê bê peydakirin, Wê bi riman bê qulkirin. Herçî kesê bê girtin, Wê bê şûrkirin.
Wê zarokên wan li ber çavê wan, Li erdê bixin û perçe bikin. Wê malên wan bêne talankirin Û wê li jinên wan bêne tecawizkirin.
Va ye ezê Medan li dijî wan rakim Ku li gorî wan zîv ne bi qedir e Û dilê wan bi zêr şa nabe.
Wê tîrên wan xortan li erdê bixin û perçe bikin. Wê li berê zikê dayikê neyên rehmê, Ne jî li ber zarokan bikevin.
Çawa hatiye serê Sodom û Gomorayê, Gava wî ew serobino kirin, Wê wisa jî were serê Babîla gula padîşahiyan Û rûmet û serbilindiya Kildaniyan.
Wê êdî tu kes tê de nemîne, Ji nifşan heta nifşan nebe warê rûniştinê. Wê Ereb li wir konê xwe venedin, Şivan keriyên xwe li wir mexel nekin.
Wê heywanên çolê li wir razên, Xaniyên wan bi çeqelan tije bibin. Wê kund wê derê ji xwe re bikin war, Nêrî li wê derê bi hev bileyizin.
Wê keftar li kelehên wê, Çeqel li qesrên wê yên xweş bikin zûrin û kastekast. Dema wê nêzîk bûye, Wê rojên wê neyên dirêjkirin.
Çimkî wê Xudan li ber Aqûb bikeve. Wê cardin Îsraêl hilbijêre Û wan li ser axa wan bi cih bike. Wê xerîb bi wan re bibin yek Û bi Mala Aqûb ve bên girêdan.
Wê gel Mala Îsraêl hildin Û bînin cihê wê. Paşê Mala Îsraêl wê wan ji xwe re, Li ser axa Xudan bikin xulam û xadim. Wê kesên ew sirgûn kiribûn, sirgûn bikin, Wê li ser zordarên xwe, serwerî bikin.
Di roja ku Xudan tu ji êş, derd û koletiya giran derxist û rihetî da te,
tê tinazên xwe bi Padîşahê Babîlê bikî û bêjî: “Dawiya yê zalim çawa hat! Dawiya zordariyê çawa hat!”
Xudan gopalê xeraban, Darê serweran şikand.
Ew gopalê ku wî bi xezeb li miletan xist, Bi lêxistinên bêdawî. Ew gopalê ku bi hêrs û zilma bênavber, Li ser miletan bû serwer.
Tevahiya dinya aram û rihet bû, Bi şahî kir qîrîn.
Ji ber helakbûna te çam şa dibin, Darên sedrê yên Lubnanê jî dibêjin: “Ji roja ketina te ve, Êdî tu kes nayê me nabire.”
Ji bo pêşwaziya te bike, Diyarê miriyan ji bêsebriyê diheje. Hatina te hemû mezinên mirî yên berê Kelecanî dike. Hatina te hemû padîşahên miletan Ji ser textên wan radike.
Wê hemû ji te re bêjin: “Ma tu jî wekî me qels bûyî? Tu bûyî wekî me!”
Quretiya te tevî dengê tembûrên te, Avêtin diyarê miriyan. Kurmik li binê te bûne nivîn, Kurm li ser te bûne lihêf.
Ya stêra birqok, kurê seherê, Tu çawa ji ezmanan ketî! Te milet têk birin, Lê tu hatî jêkirin û li erdê ketî!
Te di dilê xwe de digot: “Ezê rabim ezmanan, Ezê textê xwe deynim ser stêrên Xwedê. Ezê li çiyayê dîwana îlahan, Li bilindahiya Safonê rûnim.
Ezê hilkişim serê bilindahiya ewran, Ezê xwe bikim mîna Xwedayê Herî Berz.”
Lê tê bikevî diyarê miriyan, Heta çala kûr a mirinê.
Kesên te dibînin Wê çavên xwe ji ser te nedin alî. Li ser te bifikirin û bêjin: “Kesê ku dinya dihejand, Padîşahî dilerizand,
Rûyê erdê kir berî, Bajarên dinyayê hilweşandin Û nehişt dîl herin malên xwe, ev kes e?”
Tevahiya padîşahên miletan, Her yek tevî rûmeta xwe, Di gora xwe de radize.
Lê tu wek çiqlekî kirêt, Ji gora xwe hatî avêtin. Kuştî ser te dinixêmin Ku bi şûr birîndar bûne Û heta kevirên binê çala mirinê ketine. Tu bûyî wekî cendekê Di bin lingan de tê perçiqandin.
Tê bi wan re neyî veşartin. Çimkî te welatê xwe wêran kir, Gelê xwe bi xwe kuşt. Wê ziriyeta kesên xerabî dikin, Her û her neyê bibîranîn.
Ji ber neheqiya bav û kalên wî, Ji bo serjêkirina kurên Padîşahê Babîlê Cihekê ava bikin ku qet ranebin, Welat ji xwe re nekin milk Û rûyê erdê bi bajaran tije nekin.
Gotina Xudanê Karîndar ev e: “Ezê bi ser wan ve herim. Ezê ji Babîlê, navê wan, kesên saxmayî, hemû binemal û ziriyetan ji holê rakim.” Ev e gotina Xudan.
“Ezê Babîlê bikim mal û milkê kundan û ritamê. Ezê wê bi gezika helakirinê bimalim.” Ev e gotina Xudanê Karîndar.
Xudanê Karîndar sond xwar û got: “Ez çawa fikirîbim wê wisa be, Min çawa pîlan kiribe wê pêk bê.
Ezê li welatê xwe Aşûriyan bişikênim, Li çiyayên xwe wan di bin lingan de biperçiqînim. Wê nîrê wan ji ser gelê min rabe, Barê wan ji ser pişta wan rabe.
Ev e pergala li dijî hemû dinyayê hat pîlankirin, Ev e destê li dijî hemû miletan dirêjkirî.
Xudanê Karîndar ev pîlan kir, Kî dikare xera bike? Destê wî dirêj bûye, Kî dikare bi paşve bikişîne?”
Sala ku Ahazê Padîşah mir, ev peyam hat:
“Gelî Filîstîno! Ji ber darê li we dixist şikest Qet şa nebin! Çimkî ji koka mar, Wê koremar derkeve. Rawê wî jî tîremar be.
Wê kurê pêşî yê belengazan têr bibe, Yê hejar di ewlehiyê de razê. Lê ezê koka te bi xelayê bikujim, Wê bermayiyên te bên kuştin.
De bizare dergeho! De biqîre bajaro! Filîstîno, hûn tev bihelin! Çimkî ji bakur dû bilind dibe Û di nav leşkerên wir de serberdayî tuneye.
Bersiveke ji qasidên wî miletî re çawa be? Wê bêjin: ‘Xudan bingeha Siyonê danî, Wê bindestên gelê wî li wê derê bisitirin.’”
Peyama li ser Moavê: Di şevekê de Er-Moav wêran û tune bû! Di şevekê de Qîr-Moav wêran û tune bû!
Mala Dîvon rabû, Ji bo girînê çû bilindciyên perizînê. Moav li ser Nebo û Mêdevayê dike zarîn, Her kes porê xwe, rihê xwe kur dike.
Di kuçeyan de çûx li xwe dikin. Li serban û meydanan, Zarîna hemûyan, lehiya hêsiran.
Heşbon û Êlele dikin hewar, Dengê wan digihîje heta Yahasê. Loma çekdarên Moavê diqîrin, Canê wan dilerize.
Dilê min ji bo Moavê dike hewar, Filitiyên wan direvin Soarê, Direvin Eglat-Şelîşiyayê. Di Hevrazê Lûhîtê de, Bi girî hildikişin. Di riya Horonayîmê de, Hewarê li ser şikestina xwe dikin.
Avên Nimrîmê ziwa bûn. Giya çilmisî, Giyayê teze nema, Şînahî êdî tune bû.
Loma serweta wan stand û da hev, Di ser Geliyê Spîndaran re hildidin û dibin.
Hewara wan sînorên Moavê rapêça. Zarîna wan gihîşt Eglayîmê, Zarîna wan gihîşt Beêr-Elîmê.
Ava Dîmonê bi xwînê tije bû, Lê ezê hê zêdetir bînim serê wê, Ezê şêrekî bişînim ser filitiyên Moavê, Ser kesên li welêt sax mane.
Ji serwerê welêt re berxan bişînin, Ji Selayê, di riya beriyê re, Ji Çiyayê Siyona keç re bişînin.
Çawa çivîk baskên xwe dihejînin, Çawa ji hêlîna xwe têne belavkirin, Keçên Moavê jî wê di bihorên Arnonê de wisa bin.
Ew lava dikin û dibêjin: “Şîretan li me bike, Ji bo me biryarê bide. Bila wekî hênikahiya şevê, Di nava rojê de siya te li ser me be. Me qewitandiyan veşêre, Me filitiyan nede dest.
Bila qewitandiyên Moavê li ba te bimînin, Sitara me ji wî kesî bike ku xera dike.” Gava zordar neman û xerakirin sekinî, Gava kesên bi lingên xwe diperçiqînin ji welêt rabûn,
Wê di konê Dawid de Textek bi dilovanî bê xurtkirin. Wê li ser têxt kesê dilsoz rûne, Serwerê ku li heqiyê bigere Û di kirina edaletê de bilezîne.
Me quretiya Moavê bihîst, Xwe zêde eciband! Belê me quretî, pozbilindî û xezeba wê bihîst, Lê pesindana wê pûç û vala ye.
Loma wê Moavî bikin zarîn, Wê hemû ji xwe re bikin zarîn. Wê ji bo bastîqên tirî yên Qîr-Herasetê, Bi hewareke şewat şînê bikin.
Çimkî zeviyên Heşbonê çilmisî bûn. Mêwên Sîvmayê jî çilmisî bûn Ku çiqlên wan ên bijare Mîrên miletan ser Û digihîştin Yazêrê, Beriyê dinixamtin. Şaxê wan pehn dibûn, Golê derbas dikirin.
Loma ji bo mêwên Sîvmayê, Ez jî bi giriyê Yazêrê digirîm. Ya Heşbon û Êlele, Ezê te bi hêsirên çavên xwe şil bikim! Çimkî qîrîna şahiyê li ser fêkiyên havînê, Li ser dexla te ya rakirî ketiye.
Ji zeviya berdar, kêf û şahî hatin rakirin. Ji rezan ne dengê stranan, Ne qîrîna şahiyan, Ne jî kesên li mehseran tirî diguvêşin man. Min dawiya şahiya wan anî.
Loma kezeba min ji bo Moavê, Hinavê min ji bo Qîr-Herasetê wekî çengê dinale.
Wê Moav hilkişe Bilindciyê perizînê xwe biwestîne, Ji bo duakirinê bikeve pîrozgehê. Lê hemû pûç û vala ye!
Ev e gotina Xudan ku ji berê ve li ser Moavê gotiye.
Lê niha Xudan dibêje: “Tam piştî sê salan, wê rûmeta Moavê, tevî hemû qelebalixa wê ya mezin rezîl bibe. Kêm kesên saxmayî jî, wê bêhêz bibin.”
Peyama li ser Şamê: Va ye wê Şam ji holê bê rakirin, Wê bibe wêrane.
Wê bajarên Eroêrê vikîvala bibin. Wê bibin cihên keriyan Ku li wir mexel bin Û kesek wan sil neke.
Wê li Efrayîmê bajarên bisûr, Li Şamê padîşahî nemînin. Wê bermayiyên Aramê Wekî rûmeta Îsraêlê bişikên. Ev e gotina Xudanê Karîndar.
Wê rojê, wê rûmeta Aqûb qels bibe, Wê bezê goştê wî bihele.
Çawa ku pale dexil dide hev, Çawa ku bi destê xwe simbilan bidirû, Çawa ku li Deşta Refayiyan zilamek simbilan bidirû, Wê wisa be.
Wê tenê jibermayî bimînin. Çawa ku darzeytûn hatibe daweşandin, Wê li ser guliyên jorîn du sê heb bimînin, Wekî li ser çiqlên dara fêkiyê, Çar pênc lib bimînin. Ev e gotina Xwedayê Îsraêl Xudan.
Wê rojê wê mirov berê xwe bidin afiranerê xwe û çavê wan li Pîrozê Îsraêl binêrin.
Wê berê xwe nedin gorîgehên ku bi destên xwe çêkirine. Wê li yê ku tiliyên wan çêkiriye nenêrin. Wê ne li pûtên Aşêrayê û ne jî li gorîgehên bixûrê binêrin.
Wê rojê bajarên wan ên hêzdar wê bibin wek derên Hîwî û Amoriyên ku ji ber gelê Îsraêl terikandin. Wê bibin wêrane.
Çimkî te Xwedayê rizgariya xwe ji bîr kir, Zinarê ku te kiribû sitara xwe bi bîr neanî. Loma tu şaxên xweş datînî Û dêliyên xerîb diçînî.
Roja tu wan datînî ew zîl didin Û dotira rojê dikarin bûtik bidin. Lê di roja nexweşî û êşa bêderman de, Wê ber wêran bibe.
Heywax, xuşîna gelek miletan, Wekî xuşîna deryayê ye. Heywax, xumîna neteweyan Wekî xumîna avên boş e.
Netewe wekî ava rabûyî bixumin jî, Gava Xwedê erzê wan bişikêne wê dûr birevin. Wekî hûrika kaya çiyan Li ber bayê bikevin, Wekî toza gêrbûyî Li ber babelîskê bipengizin.
Dema êvarê, va ye tirs û saw! Beriya ku bibe sibe, tune bûn. Ev e para kesên me talan dikin, Pişka kesên me bişelînin.
Wey li welatê ku vizîna perê kuliyan jê tê, Li wî welatê li aliyê din ê çemên Kûş ê!
Welatê bi kelekên ji zilan hatiye çêkirin Û di Nîlê re qasidan dişîne. Ya qasidên bi lez û bez! Herin ba miletekî bejindirêj û çermhilû, Ba wî gelê ku dûr û nêzîk jê ditirsin, Miletekî gelekî hêzdar ku di bin lingan de diperçiqîne Û welatê wî, çeman ji hev vediqetîne.
Hûn hemû şêniyên dinyayê, Mirovên li ser rûyê erdê rûdinin, Gava al li serê çiyayan tê daçikandin, binêrin! Gava dengê boriyê tê, guhdar bin!
Çimkî Xudan ji min re wiha got: “Wekî tava zelal di ronahiya rojê de, Mîna ewrê xunavê di germa dema palehiyê de, Ezê bi bêdengî ji cihê xwe mêze bikim.”
Çimkî beriya çinîna tirî, Çaxê kulîlk jê weşiyan Û cûr bû tirî, Wê rezvan bi kêra xwe çiqlan bibire Û şivikan jêke û bajêve.
Wê hemûyan ji teyrên dirinde yên çiyayan Û heywanên erdê re bihêle. Wê teyrên dirinde li ser wan havînê biborînin Û hemû heywanên erdê li ser wan zivistanê derbas bikin.
Wî çaxî wê miletekî bejindirêj û çermhilû diyariyan ji Xudanê Karîndar re bîne. Ew milet hêzdar e, dûr û nêzîk jê ditirsin. Ew di bin lingan de diperçiqîne û welatê wî çeman ji hev vediqetîne. Ev milet wê ji wir diyariyan bîne Çiyayê Siyonê, dera navê Xudanê Karîndar tê de ye.
Peyama li ser Misrê: Va ye, Xudan li ewrê bi lez siwar bûye Û diçe Misrê. Pûtên Misrê li ber wî dilerizin, Dilê Misriyan di nava wan de dihele.
Dibêje: “Ezê Misriyan li dijî Misriyan rakim ser piyan. Wê bira li dijî bira, Cîran li dijî cîran, Bajar li dijî bajaran, Padîşahî li dijî xwe şer bike.
Wê ziravê Misriyan biqete, Ezê şêwra wan tevlihev bikim. Wê ji pûtan, ji ruhên miriyan, Ji cinbaz û kesên bi ruhan dişêwirîn bipirsin.
Ezê Misriyan bidim destê serwerekî dijwar. Wê padîşahekî dilhişk li ser wan serweriyê bike.” Ev e gotina Reb Xudanê Karîndar.
Wê avên Nîlê ziwa bin, Wê çem biçike û biterike.
Wê bêhn bikeve coyên wê, Wê avên şaxên Nîla Misrê kêm bibin û biçikin. Wê zil û qamîş biçilmisin.
Wê keviyên Nîlê, zilên li ber devê wê Û hemû zeviyên li ber çêm ziwa bin. Berê wan li ber bayê bikeve û tune be.
Wê masîgir bikin axîn, Hemû kesên nîka xwe davêjin Nîlê Wê şînê bikin. Kesên tora xwe davêjin ser rûyê avê jî Wê perîşan bin.
Wê kesên karê kitana şehkirî Û cawê spî dihonin şermezar bin.
Wê tevinkarên Misrê dilşikestî bin Û hemû kesên bi destheqê xwe dixebitin, Wê aciz bin.
Serekên Soanê çiqas ehmeq in, Şêwirmendên Firewn ên şehreza, Şîretên bêhişan dikin. Hûn çawa ji Firewn re dibêjin: “Ez kurê şehreza me, Ez kurê padîşahên berê me?”
Ka şehrezayên te li ku ne? Bila ew ji te re bêjin, Bila ew bidin zanîn Ku şêwra Xudanê Karîndar ya ji bo Misrê çi ye.
Serekên Soanê bûn wekî ehmeqan, Serekên Memfîsê xapiyan. Kevirên serê riknên eşîrên Misrê, Ew ji rê derxist.
Xudan ruhekî tevlihev xist nav wan. Çawa ku serxweş bi vereşana xwe dişewişe, Wan Misir jî di her karên wê de şewişand.
Ne serî û ne binî, Ne çiqlên dara xurmê û ne zil, Yê ku ji bo Misrê tiştekî bike nema.
Wê rojê wê Misrî ji ber destê Xudanê Karîndar ê ku li dijî wan rake, bilerizin û bikevin sawê.
Wê welatê Cihûda ji bo Misrê bibe tirs û xof. Ji ber niyeta Xudanê Karîndar ê li dijî wan, her kesê ku navê wî bibihîze wê bikeve sawê.
Wê rojê wê li welatê Misrê pênc bajar hebin ku bi zimanê Kenanê dipeyivin. Wê ev bajar ji Xudanê Karîndar re sonda hevalbendiyê bixwin. Wê navê bajarekî ji wan bibe “Bajarê Tavê.”
Wê rojê wê li nav welatê Misrê ji Xudan re gorîgehek û li sînorê wê ji Xudan re kevirbel bê çikandin.
Wê ev yek ji bo Xudanê Karîndar li welatê Misrê nîşan û şahid be. Gava gel ji ber zordarên xwe ji Xudan re bikin hewar, wê Xudan ji wan re rizgarkar bişîne. Wê parêzeriya wan bike û wan rizgar bike.
Wê Xudan xwe bi Misrê bide zanîn û wê rojê wê Misrî Xudan nas bikin. Wê bi qurban û pêşkêşiyan xulamiya Xudan bikin. Wê ji Xudan re soz bidin û pêk bînin.
Wê Xudan li Misrê bixe û paşê baş bike. Wê bizivirin Xudan. Wê lavakirina wan bibihîze û wan baş bike.
Wê rojê wê ji Misrê heta Aşûrê riyeke mezin hebe. Wê Aşûrî werin Misrê û Misrî herin Aşûrê. Wê Misrî û Aşûrî bi hev re biperizin.
Wê rojê wê Îsraêl bi Misir û Aşûrê re bibe welatê sisêyan û li nav dinyayê bereket hebe.
Çimkî Xudanê Karîndar ew pîroz kirin û got: “Bila gelê min Misir, karê destê min Aşûr û mîrasa min Îsraêl pîroz be.”
Di sala serfermandarê ku ji aliyê Sargonê Padîşahê Aşûrê ve hatibû şandin û li dijî Aşdodê şer kir û stand de,
Xudan bi riya Îşayayê kurê Amots got: “Here çûxa pişta xwe veke û çaroxa lingê xwe derxe.” Wî wisa kir û ew tazî û pêxwas rêve çû.
Xudan got: “Çawa ku xulamê min Îşaya sê salan tazî û pêxwas geriya ku ji bo Misrê û Kûş ê bibe nîşan û îşaret,
wê Padîşahê Aşûrê jî Misriyan wekî êsîran û Kûşiyan wekî sirgûnbûyî, ji ciwanan heta pîran, tazî, pêxwas û bi awayê qûntazî bide meşandin ku Misir şermezar bibe.
Ji ber Kûşa ku pê ewle bûn û Misra ku pê pesnê xwe didan, wê bişikên û şermezar bibin.
Wê rojê wê mirovên li vê keviyê rûdinin bibêjin: ‘Binêrin çi hat serê kesên em bi wan ewle bûn! Ew kesên em ji ber Padîşahê Aşûrê ji bo alîkarî û rizgarbûnê reviyan ba wan. Emê çawa bifilitin?’”
Peyama li ser beriya keviya deryayê: Çawa bahoz radibe û di Negevê re derbas dibe, Ewê jî, ji beriyê, ji diyarê tirsdar wisa were.
Ji min re dîtiniyeke dijwar hat eşkerekirin. Yê bêbext bêbextî dikir, Yê xerabkar xera dikir. Ya Elam, rabe! Ya Medya, dor lê bipêçe! Ezê dawiya hemû nalînên wê bînim.
Loma nava min tije êş e, Wekî êşên jina zarokan tîne, Êşan ez girtim. Ji ber tişta min bihîst, pişta min xûz e. Ji ber tişta min dît, ez pir ditirsim.
Hiş û aqil li serê min nema, Tirs û sawê ez bizdandim. Tariya êvarê ya ku min bêrî dikir, Ew ji bo min bû lerz.
Ew sifrê amade dikin, Xaliyan radixin, Dixwin û vedixwin. Serekno, rabin! Mertalan rûn bikin!
Çimkî Reb ji min re wiha got: “Here, çavdêrekî deyne, Bila tişta dibîne bêje.
Gava ew siwar, Siwarên cot bi cot, Siwarên keran, Siwarên deveyan dibîne, Bila ew bi baldarî, Gelek bi baldarî guhdar be.”
Çavdêr qîriya, “Ya Reb, ez hergav roj bi roj, Li ser bircê disekinim, Li cihê xwe, her şev, Ez nobedariyê dikim.
Va ne siwar, erebeyên şer, Siwarên cot bi cot tên.” Wî bersiv da û got: “Ket, Babîl ket! Hemû pûtên îlahên wê şikestî, Ew li erdê diman.”
Ya gelê min ê gêrebûyî, Ya kurê bênderê! Tiştê min ji Xudanê Karîndar, Ji Xwedayê Îsraêl bihîst, Min ji we re got.
Peyama li ser Dûmayê: Yek ji Seîrê gazî min dike: Nobedaro, şev çiqas ma? Nobedaro, şev çiqas ma?
Nobedar bersiv da û got: “Hindik maye bibe sibe. Lê wê dîsa bibe şev. Heke hûn dixwazin, Dîsa werin bipirsin.”
Peyama li ser Erebistanê: Ya karwanên Dedaniyan, Hûnê di nav deviyên Erebistanê de Şeva xwe biborînin.
Ya şêniyên welatê Têmayê, Ji kesên tî re avê bînin, Bi nên herin pêşiya filitiyan.
Çimkî ew ji ber şûran, Ji ber şûrên tazî, Ji ber tîrên tikandî, Ji ber giraniya şer reviyan.
Reb ji min re wiha got: “Tam piştî saleke wê hemû rûmeta Qêdarê biqede.
Wê ji tîravêjan, ji şervanên Qêdarê kêm kes sax bimînin.” Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudan wiha gotiye.
Peyama li ser Geliyê Dîtiniyê: Niha çi bi te hat? Hûn çima hemû derketine ser banan?
Ya bajarê tije qîrîn, Bajarê qelebalix û şa! Kuştiyên te neketin ber şûran, Ew di şer de nehatin kuştin.
Hemû serwerên te bi hev re reviyan, Bêyî tîravêjan hatin girtin. Tevî ew dûr jî reviyabûn, Kesên ji te hatin peydakirin, Hemû bi hev re hatin girtin.
Loma min got: “Çavên xwe ji ser min bidin alî Ku ez têra xwe bigirîm. Ji ber zora li ser gelê min, Min teselî nekin.”
Çimkî roja Reb Xudanê Karîndar tê. Di wê rojê de, Di Geliyê Dîtiniyê de xirecir, Binpêkirin û tevlihevî tê. Wê bibe gurmegurma dîwaran Û ji çiyayan re bê feryadkirin.
Elamiyan tîrdank avêtin pişta xwe, Bi erebeyên şer, bi siwarên xwe re hatin. Gelê Qîrê mertalên xwe bilind kirin.
Deştên te yên bijare bi erebeyên şer tije bûn, Siwar li ber dergehên bajêr rêz bûn.
Xudan sinca Cihûdayê rakir. Wê rojê tu bi çekên Mala Daristanê ewle bûyî.
We gelek qulên Bajarê Dawid dîtin, We li Hewza Jêrîn av da hev.
We xaniyên Orşelîmê hejmartin. We xanî hilweşandin ku hûn dikarin sûran zexim bikin.
We ji bo ava Hewza Kevin, Di nav du sûran de hewzekê çêkir. Lê we bala xwe neda yê ku ev çêkiriye, Xwedayê ku ji berê ve pîlana vê yekê kiriye.
Wê rojê Reb Xudanê Karîndar, Gazî we kir ku hûn bigirîn, Li xwe bixin, porê xwe kur bikin Û çûx li xwe bikin.
Lê we kêfa xwe kir û hûn şa bûn. We got: “Em bixwin û vexwin, Çimkî emê sibê bimirin” We pez û dewar serjê kirin, Goşt xwar, şerab vexwar.
Xudanê Karîndar bi guhên min da bihîstin û got: “Heta hûn bimirin, wê ev xerabiya we neyê bexişandin.” Reb Xudanê Karîndar dibêje.
Reb Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Rabe here ba wî keyayî, Ba Şevnayê berpirsiyarê qesrê Û jê re bêje:
‘Çi karê te li vir heye? Merivê te li vir heye Ku te li vir ji xwe re gor kola? Te li dera jor ji xwe re gor kola, Di zinarê bilindcî de ji xwe re avahî qewirand.
Mêrxaso! Wê Xudan te bi şid bavêje. Wê te bigire û biguvêşe,
Te dîsa dîsa bizivirîne Û wek gogê bavêje diyarekî fireh. Li wê derê, tê bimirî, Li wê derê, wê erebeyên te yên birûmet bimînin. Tê şerma mala xweyê xwe bî.
Ezê te ji berpirsiyariya te bavêjim, Ji dera ku tu lê yî te bînim xwarê.
“‘Wê rojê ezê gazî xulamê xwe, Gazî Êlyaqîmê kurê Hîlqiya bikim.
Ezê ebayê te lê bikim Û bi şûtikê te wî hêzdar bikim. Ezê serweriya te bidim destê wî, Wê li ser şêniyên Orşelîmê, Li ser Mala Cihûda bavîtiyê bike.
Ezê mifta Mala Dawid bidim destê wî. Ya ku ew veke wê kes negire, Ya ku ew bigire wê kes veneke.
Ezê wî wekî singekî konan li dereke ewle asê bikim, Wê ji bo mala bavê xwe bibe textê rûmetê.
Wê hemû giraniya mala bavê wî Û her kesê ji ziriyeta wî tê, Ji tasan heta ceran, Wê taximên biçûk Bi wî ve bê daleqandin.’”
Gotina Xudanê Karîndar ev e: “Wê rojê wê singê ku li dera ewle hatiye asêkirin ji cihê xwe derkeve. Wê bê birîn û bikeve. Wê barê ku pê ve daleqandî ye jî tune bibe.” Çimkî Xudan wiha gotiye.
Peyama li ser Sûrê: Ya gemiyên Tarşîşê, bikin zarîn! Çimkî Sûr wêran bû, Mal û keştîgehên wê jî tunene. Ji diyarê Kîttîmê haya wan hat pêxistin.
Ya kesên li keviyan rûdinin, bêdeng bin! Ya bazirganên Saydayê, deryavan tu dewlemend kirî.
Ew ji ser ava rabûyî dihatin Ku hatina te ji genimê Şîhorê, Ji dexlê Nîlê be. Tu bazara miletan bûyî.
Ya Sayda, şerm bike! Çimkî derya peyivî, Birca deryayê dibêje: “Min ne êş kişand, Ne jî zarok anî. Min ne xort xweyî kirin, Ne jî keç mezin kirin.”
Gava xebera Sûrê bigihîje Misrê, Ji ber xeberê Wê êş bikişînin.
Derbasî Tarşîşê bibin! Ya kesên li keviyan rûdinin, bikin zarîn!
Ma bajarê we yê şahiyê Ku ji demên berê ve heye Û lingên wî hûn birin cihên dûr ku bi cih bibin, ev e?
Ma kê pîlana li dijî Sûrê kir? Ma kê pîlana bajarê tac dida kir Ku bazirganên wê mîr, Tacirên wê jî rûmetdarên dinyayê bûn?
Xudanê Karîndar ev pîlan kir. Wî kir ku pozbilindiya hemû rewnaqiyê biherimîne Û hemû rûmetdarên dinyayê biçûk bike.
Tu diyarê xwe wekî diyarê Nîlê cot bike, Ya Tarşîşa keç, êdî keştîgeh tuneye.
Wî destê xwe bi ser deryayê ve dirêj kir, Wî padîşahî lerizandin. Xudan li ser Kenanê emir kir, Wê kelehên wê helak bibin.
Wî got: “Tê êdî şa nebî, Saydaya keça xama ya zor lê hatîkirî, Rabe, derbasî Kîttîmê bibe, Lê li wir jî, ji te re rihetî tuneye.”
Va ye welatê Kildaniyan! Ew gel êdî tuneye. Aşûrê ew ji heywanên çolê re hiştin. Aşûr bircên xwe ava kirin, Qesrên wan hilweşandin, Wê ew wêran kirin.
Bikin zarîn ya gemiyên Tarşîşê, Çimkî keleha we hilweşiya.
Piştî wê rojê wê Sûr heftê salan, bi qasî rojên padîşahekî bê jibîrkirin. Gava heftê sal qediya, çîroka strana li ser fahîşê çawa be, wê li ser Sûrê jî wisa be.
Çengê hilde û li bajêr bigere, Ya fahîşeya jibîrkirî! Ji bo ku tu werî bîra wan, Baş lêxe, gelek stranan bêje.
Gava heftê sal temam bû, wê Xudan serdana Sûrê bike. Lê paşê wê bajar dîsa fahîşetiya bi pere bike. Bi hemû padîşahiyên dinyayê re fahîşetiyê bike.
Ya ku bajar ji bazirganiyê û ji fahîşetiyê qezenc kiriye wê ji Xudan re bê veqetandin. Wê nekeve xezîneyê û neyê veşartin. Ji bo ku heta têr bibin bixwin û cil û bergên baş li xwe bikin, wê qezenca wê ji wan kesan re be ku li hizûra Xudan rûdinin.
Va ye, wê Xudan dinyayê Xerab û wêran bike. Wê rûyê erdê serobino bike, Şêniyên wê belav bike.
Gel çawa be, wê kahin jî wisa be. Xulam çawa be, wê xweyî jî wisa be, Xadim çawa be, wê xatûn jî wisa be. Kesê dikire çawa be, wê kesê difiroşe jî wisa be, Xweyê deynan çawa be, wê deyndar jî wisa be, Kesê faîzê dixwe çawa be, wê kesê faîzê dide jî wisa be.
Wê dinya seranser bê wêrankirin, Ji serî heta binî bê talankirin. Çimkî Xudan ev yek gotiye.
Dinya ziwa dibe û diçilmise. Erd û ezman qels dibe û diçilmise. Giregirên dinyayê qels dibin.
Dinya di bin şêniyên xwe de qirêj bû. Çimkî ew ji rêbazên Şerîetê derketin, Wan qanûn binpê kirin. Wan peymana herheyî xera kir.
Loma naletê dinya xwar, Şêniyên wê sûcdar derketin. Loma şêniyên dinyayê şewitîn, Mirovên saxmayî kêm in.
Şeraba nû çikiya, Mêw çilmisîn, Dilşa hemû dinalin.
Şahiya defê sekinî, Dawî li qelebalixa dilgeşan hat. Şahiya çengê sekinî.
Wê bi stranan şerabê venexwin, Wê mey ji meyxuran re tehl be.
Bajarê tevliheviyê hat şikandin, Her mal hat girtin ku kes nekevê.
Ji bo daxwaza şerabê li kuçeyan dikin qareqar, Tevahiya şahiyan tarî bûn, Dilşahiya dinyayê sirgûn bû.
Bajar wêrane bû, Dergeh bi lêxistinê hilweşiyan.
Ji bo ku zeytûn biweşin li darê xistin çawa be, Efareya tiriyê piştî çinîna rezan maye çawa be, Wê mirovên miletên dinyayê jî wisa bin.
Wê mirov dengê xwe bilind bikin, Wê ji kêfa biqîrin. Wê ji ber rewnaqiya Xudan, Rojavayî bi dengê bilind biqîrin.
Loma kesên li rojhilat Xudan birûmet bikin! Kesên keviyên deryayan, Navê Xwedayê Îsraêl Xudan birûmet bikin!
Em ji her aliyê dinyayê lavijan dibihîzin. Dibêjin: “Rûmet ji Yê rast re.” Lê min got: “Ez nemam, ez nemam. Wey li min! Bêbextan bêbextî kir, Bêbextan gelekî bêbextî kir.”
Ya şêniyên dinyayê! Saw, çal û dafik li ser we ye!
Kesê ji ber hewara sawê bireve, wê bikeve çalê, Wê kesê ji çalê derkeve jî bikeve dafikê. Çimkî kulekên ezmanan vebûn Û bingeha dinyayê dilerize.
Dinya bi tevahî perçiqî, Dinya bi tevahî qelişî, Dinya bi tevahî hejiya.
Wê dinya wekî serxweşekî bişewişe, Wekî holikekê biheje. Neheqiya wê li ser wê giran dibe, Wê bikeve û cardin ranebe.
Wê rojê wê Xudan Li ezmanan artêşên ezmanan, Li erdê padîşahên erdê ceza bike.
Çawa êsîr di çalekê de tên civandin, Wê di zîndanê de bên girtin Û piştî gelek rojan wê bên cezakirin.
Wê heyv şermezar bibe, Wê roj sor bibe. Çimkî wê Xudanê Karîndar Li Çiyayê Siyonê, Li Orşelîmê padîşahiyê bike. Wê li pêş rîspiyên xwe Rûmeta xwe nîşan bide.
Ya Xudan, Xwedayê min tu yî. Ez te birûmet dikim, Ji navê te re şikir dikim. Çimkî te keramet kirin, Te pîlanên bi dilsozî û ewle Ji berê ve kirin.
Te bajar kir şikêra keviran, Bajarê bisûr kir wêrane. Te qesra xerîban ji bajarbûnê deranî, Wê êdî tu caran neyê çêkirin.
Loma wê gelên hêzdar rûmetê bidin te, Wê bajarên miletên zordar ji te bitirsin.
Çimkî tu bûyî keleha belengazan, Keleha hejarên tengasiyê dikişîne. Gava hilma zilamên zordar Wekî taviya li dîwar dixe rabû, Tu li dijî taviyê bûyî sitargeh, Li dijî germê bûyî sî.
Çawa siya ewran Germa li dera ziwa dişikêne, Te jî xuşîna xerîban nizim kir. Strana zilamên zordar hat sekinandin.
Wê Xudanê Karîndar ji bo hemû gelan, Li vî çiyayî ziyafeteke xwarinên dewlemendan bide. Wê ziyafeta ji şerabên kevin, Ji xwarinên dewlemendan ên bi rûn tije, Ji şerabên dawerivandî yên kevin bide.
Li vî çiyayî Wê xêliya ku hemû gelan dinixême Û çarşefa bi ser hemû miletan ve Hatiye kişandin rake.
Belê wê mirin her û her daqurtîne. Wê Reb Xudan hêsirên çavan, Ji hemû rûyan paqij bike. Wê şerma gelê xwe, Ji tevahiya dinyayê rake. Çimkî Xudan wiha gotiye.
Wê rojê wê bêjin, “Va ye, Xwedayê me ev e! Em li benda wî man ku e rizgar bike. Xudanê me ev e ku em li benda wî man. Em bi rizgariya wî şa û kêfxweş bin.”
Wê destê Xudan li ser vî çiyayî bimîne. Çawa ka di loda hokê de tê perçiqandin, Wê Moav jî li cihê xwe bê perçiqandin.
Çawa soberîvan destên xwe dirêj dike, Wê ew jî destê xwe li wir dirêj bike, Lê wê Xudan pozbilindiya wî, Bi hunera destê wî re nizim bike.
Wê Xudan bircên bilind ên sûrên te bişikêne, Wê heta erdê, heta axê nizim bike.
Wê rojê wê li welatê Cihûda ev stran bê gotin: Bajarekî me yê hêzdar heye. Bi sûr û dîwarên wî Xwedê rizgariyê tîne.
Dergehan vekin! Miletê rast û dilsoz bikeve hundir.
Tu kesê niyeta wan naleqe Di nav aştiyê de diparêzî. Ji bo ew bi te ewle ne, Ew di nav aştiyê de ne.
Bi Xudan her û her ewle bin, Çimkî Xudan zinarê herheyî ye.
Wî kesên li bilindahiyan rûdinin tewandin. Bajarê bilind nizim dike, Heta erdê, heta axê Ew nizim dike.
Wê bajar bikeve bin lingan, Lingên bindestan. Wê di bin gavên belengazan de were perçiqandin.
Riya rastan rastî ye, Ya Yê Rast, riya rastan rast dikî.
Belê ya Xudan, em di rê û rêbazên te de Li benda te man. Daxwaza dilê me Navê te û salixdana te ye.
Bi şevan dilê min te dixwaze, Di hinavê min de, Canê min zû li pey te tê. Çimkî çaxê rêbazên te li dinyayê bin, Wê şêniyên erdê hînî rastiyê bin.
Kerem li xeraban bê kirin jî, Rastiyê hîn nabin. Ew li diyarê heqiyê neheqiyê dikin, Heşmeta Xudan nabînin.
Ya Xudan, destê te bilind bû, Lê ew nabînin. Bila ew xîreta te ya ji bo gel Bibînin û şerm bikin. Wê agir neyarên te daqurtîne.
Ya Xudan, tê aştiyê bidî me. Çimkî her karê me, te ji bo me kir.
Ya Xwedayê me Xudan, Ji xeynî te, xweyên din serweriya me kirin, Lê emê tenê salixdana navê te bikin.
Ew mirin, wê nejîn. Ew sî ne, wê ranebin. Çimkî te ew ceza û helak kirin, Te bibîranîna wan tune kir.
Lê te gel zêde kir, ya Xudan, te gel zêde kir. Tu birûmet î, Te hemû sînorên welêt fireh kirin.
Ya Xudan, ew di tengasiyê de li te geriyan, Gava terbiyekirina te gihîşt wan, Wan duaya bêdeng ji nava xwe rijand.
Çawa jina li ber zarokanînê êş dikişîne Û ji ber êşên xwe diqîre, Ya Xudan, em jî li pêş te wisa bûn.
Em bi zaro man, Me êş kişand. Lê tenê ba ji me re bû. Me ne rizgarî ji dinyayê re anî, Ne jî şêniyan ji erdê re anî.
Lê wê miriyên te vejin, Wê bedenên wan rabin. Kesên di nav tozê de dijîn, Şiyar bin û bi kêf biqîrin! Çimkî xunava te xunava ronahiyê ye Û wê dinya miriyên xwe bîne jiyanê.
Were gelê min! Bikeve odeyên xwe yên hundir Û li pişt xwe deriyan bigire. Demeke kurt xwe veşêre, Heta ku xezeb derbas bû.
Çimkî, va ye Xudan ji cihê xwe dertê. Wê ji ber neheqiyên wan, Şêniyên dinyayê ceza bike. Wê dinya xwîna li ser xwe derxe meydanê, Wê kuştiyan êdî veneşêre.
Wê rojê wê Xudan Bi şûrê xwe yê dijwar, mezin û hêzdar, Livyetanê marê ku zû direve, Livyetanê marê ku fetlometlo diçe, ceza bike. Wê ejderhayê li deryayê bikuje.
Wê rojê wê Xudan bêje: “Ji bo rezê xweşik, bistrînin!
Ez Xudan, ez rezvanê wî me. Ez hergav av didimê. Ji bo tu kes xisarê nedê, Ez bi şev û roj diparêzim.
Li ba min xezeb tuneye. Heke ew devî û dirî bide min, Ezê herim û êrîşê wî bikim Û bi tevahî bişewitînim.
An na, bila xwe bi hêza min ve bigire. Bi min re aştiyê çêke, Bi min re aştiyê çêke.”
Wê di rojên bê de Aqûb kok bide, Wê Îsraêl bûtik bide, kulîlk veke Û tevahiya dinyayê bi fêkiyan dagire.
Ma wî çawa li kesên li wan xistine xist, Wisa li wan jî nexist? Çawa kesên ku ew kuştin hatin kuştin, Ma ew jî nehatin kuştin?
Xudan bi qewitandin û sirgûnê ew dadbar kirin. Wî bi hilma xwe ya dijwar, Di roja bayê rojhilat de berda wan.
Loma wê sûcê Aqûb bi vê bê bexişandin, Wê tevahiya berê rakirina gunehên wan wiha pêk bê: Wê hemû kevirên gorîgehê, Wekî kilsa kutayî biperçiqîne. Êdî wê ne pûtekî Aşêrayê Ne jî gorîgehên bixûrê li ser piyan bimînin.
Çimkî bajarê bisûr bi tena serê xwe, Wekî çolê hatiye berdan Û bûye warekî bêkes. Wê golik li wê derê biçêrin, mexel bin. Wê şaxên wê bixwin û biqedînin.
Gava guliyên wê hişk bibin, Wê bên jêkirin. Wê jin werin û wan bişewitînin. Çimkî ev gel fêm nake. Loma wê afirandarê wan Li ber wan nekeve, Yê ku şikil daye wan, Wê rehmê li wan neke.
Wê rojê wê Xudan ji Ferata bi coş biherike heta Geliyê Misrê, bêndera xwe gêre bike û yek bi yek we bide hev, ya Îsraêlîno!
Wê rojê wê li boriya mezin bê xistin û kesên li welatê Aşûrê li ber helakbûnê ne û kesên li welatê Misrê li sirgûnê ne vegerin. Wê li Çiyayê Pîroz, li Orşelîmê li ber Xudan çok bidin.
Wey li taca quretiya serxweşên Efrayîmê Û kulîlka çilmisî ya xweşikî û rewnaqiya wê Ku li ser deşta bi ber e. Wey li taca wan kesan ku li ber şerabê têk çûne.
Va ye! Zilamekî hêzdar û wêrek ê Reb heye! Ew wekî taviya zîpikê, Wekî bahoza ku hildiweşîne, Wekî bahoza lehiyên rabûyî yên mezin e. Wê bi destê wî wan li erdê bixe.
Wê taca quretiya serxweşên Efrayîmê Di bin lingan de bê perçiqandin.
Kulîlka çilmisî ya xweşikî û rewnaqiya wê Ku li ser deşta bi ber e, Wê bibe wekî hejîra beriya havînê. Kesê bibîne wê dest bavêjê û daqurtîne.
Wê rojê wê Xudanê Karîndar Ji gelê xwe yê mayî re Bibe taca xweşik û tacegula rewnaq!
Wê ji kesê ji bo dadbariyê rûdine re Bibe ruhê edaletê Û ji kesên li ber dergehê bajêr Êrîşkaran dişikênin re bibe hêz.
Kesên ji ber şerabê dişewişin Û ji ber meyê diterpilin jî ev in, Kahin û pêxember ji ber meyê dişewişin, Ji ber şerabê tevlihev dibin, Ji ber meyê diterpilin. Gava dîtinî dibînin, dişewişin. Gava dadbarî dikin, diterpilin.
Her sifre bi pîsîtî û vereşînê tije bû, Dereke paqij nema.
Dibêjin: “Ma wê zanînê hînê kê bike? Ma wê ji kê re pêxemberiyê bike? Ji kesên ji şîr hatine vekirin? Ji pêsîrê hatine kirin?
Çimkî ya wan wisa ye: Emir li ser emran, emir li ser emran, Rêzik li ser rêzikan, rêzik li ser rêzikan, Piçek ji vir, piçek ji wir!”
Wê Xudan esse bi lêvên jê nayê fêmkirin, Bi zimanekî din Ji vî gelî re bêje.
Wî ji wan re got: “Rihetî ev e, Vê rihetiyê bidin kesên westa. Bêhnvedan ev e.” Lê gelê wî nexwest guhdarî bike.
Wê gotina Xudan ji wan re wisa bibe: Emir li ser emran, emir li ser emran, Rêzik li ser rêzikan, rêzik li ser rêzikan, Piçek ji vir, piçek ji wir! Wê herin, li ser piştê bikevin, Bişikên, bikevin dafikê û bên girtin.
Loma bibihîzin gotina Xudan, tinazkarno! Hûn ên li Orşelîmê, serweriya vî gelî dikin!
Ji ber ku we got: “Me bi mirinê re peyman çêkir, Me bi diyarê miriyan re li hev kir. Gava belaya mezin derbas bibe Wê negihîje me. Çimkî me derewan ji xwe re kir sitargeh, Me xwe di bin hîleyê de veşart.”
Loma Reb Xudan wiha dibêje: “Va ye ez li Siyonê kevirekî bingehîn, Kevirekî ceribandî, Kevirekî hêja yê riknê yê ewle datînim. Kesê bawer dike wê telaşê neke.
Ezê heqiyê bikim benê pîvanê Û rastiyê bikim şaqul. Wê zîpik sitargeha derewan bimale û bibe. Wê lehî dera ku we xwe lê veşartiye dagire.”
Wê peymana we ya bi mirinê re xera bibe, Wê lihevkirina we ya bi diyarê miriyan re jî rabe. Çaxê belaya mezin derbas bû, Wê ew we di bin lingan de biperçiqîne.
Her gava ev bela bê, Wê we bigire. Wê sibe li ser sibê Wê bi şev û roj derbas bibe. Wê fêmdariya vê xeberê Tenê bibe tirs û saw.
Çimkî dewşek ji bo xwedirêjkirinê kin e, Lihêf ji bo xwenixamtinê berteng e.
Çimkî Xudan Çawa li Çiyayê Perasîmê rabû, Wê rabe. Çawa li Deşta Gîvonê hêrs bû, Wê hêrs bibe. Wê karê xwe temam bike, Karekî wî çiqas ecêb e! Wê xebata xwe temam bike, Xebata wî ewqas balkêş e!
Êdî tinazên xwe nekin, An na, wê werîsên we bên şidandin. Çimkî min fermana helakirina seranserê welêt Ji Reb Xudanê Karîndar bihîst.
Guh bidin, dengê min bibihîzin! Guhdar bin, gotina min bibihîzin!
Ma cotkar hergav diçîne? Ma hergav axa xwe dikole û tevrik dike?
Piştî ku wî rûyê axê sererast kir, Tovê çorekê najo? Kîmyonê jî nareşîne? Ma ew genim rêz bi rêz, Ceh li dera kifşkirî Û genimê sor danayîne cihê wî?
Çimkî Xwedayê wî, Wê wî bîne riya edaletê Û hînî wî dike.
Çimkî giyayê çorekê bi cercera bênderê gêre nabe, Tekelê erebeyê jî di ser kîmyonê re nayê gerandin. Giyayê çorekê bi dar, Kîmyon jî bi şivikê tê kutan.
Genim ji bo nan tê hêrandin, Lê hergav nayê kutan. Tekelê erebeyê û hesp Di ser wî re derbas jî bibin, Genim naperçiqînin.
Ev yek jî, ji Xudanê Karîndar tê. Şîretên wî nûwaze ne, Ew di şehrezayiyê de mezin e.
Wey li Ariyêl, Ariyêl! Li bajarê ku Dawid artêşgeh lê danî! Keremke! Salan bavêje ser salan! Bila cejn ji hev neqetin!
Lê ezê Ariyêlê bixim tengasiyê. Wê bibe şîn û girîn. Wê Orşelîm ji bo min bibe wekî ariyêlekê.
Ezê li dijî te artêşgehê çeper bikim, Ezê bi bircan te dorpêç bikim, Li ber sûrên xwe palan çêkim.
Tê bêyî nizimkirin Û ji erdê bipeyivî. Wê ji nav tozê gotina te were. Wê dengê te wek dengê miriyan ji erdê were, Wê gotina te bibe pistepist Û ji nav axê derkeve.
Êrê wê qelebalixa dijminên te wek toza hûr be, Wê qelebalixa zordaran wek hûrika kayê bifire. Lê di cih de, jinişkave,
Wê Xudanê Karîndar Bi dengê brûskê, Bi erdhej û xirecirê, Bi bahoz û taviyê, Bi pêta agirê bi şewat, Te ceza bike.
Wê qelebalixa hemû miletan a li dijî Ariyêlê şer dikin, Hemû kesên li dijî wê û birca wê şer dikin Yên wê dixin tengasiyê, Wê wekî xewnê, Wekî dîtiniya şevê bin.
Çawa ku mirovê birçî Di xewnê de xwarinê dixwe Û çaxê hişyar be, hê birçî ye, Çawa ku mirovê tî Di xewnê de avê vedixwe Û çaxê hişyar be, hê ji tîbûnê helak dibe, Qelebalixa hemû miletan wê wiha be Ku li dijî Çiyayê Siyonê şer dikin.
Xwe şaşomaşo bikin, Şaş û metel bimînin. Xwe kor bikin û nebînin. Serxweş bin, lê ne bi şerabê, Bişewişin, lê ne ji ber meyê.
Çimkî Xudan ruhekî xewa giran Bi ser we de rijand. Pêxemberno! Wî çavên we girtin! Zanyarno! Wî serên we nixamtin!
Ji bo we, her dîtinî Bû wekî gotinên nivîsa morkirî. Heke wê bidin kesê bi xwendinê dizane Û bibêjin: “Em lava dikin, tu vê nivîsê bixwînî” Wê bibêje: “Ez nikarim, çimkî morkirî ye.”
Heke ew nivîsê bidin kesê bi xwendinê nizane Û bibêjin: “Em lava dikin, tu vê nivîsê bixwînî” Ew jî dibêje: “Ez bi xwendinê nizanim.”
Reb got: “Ev gel bi devê xwe nêzîkî min dibe Û bi lêvên xwe rûmetê dide min. Lê dilê wan ji min dûr e. Tirsa wan a ji min jî, Tenê emrên mirovan in Ku ji wan hîn bûne.
Loma ezê careke din kerametan nîşanî vî gelî bidim, Erê ezê karekî nûwaze û matmayî bikim. Wê şehrezabûna şehrezayan nemîne Û fêmdariya fêmdaran bê veşartin.”
Wey li kesên ku pîlanên xwe Ji Xudan di kûrahiyê vedişêrin. Karên wan di tariyê de ne. Ew dibêjin: “Ma kî me dibîne? Ma kî bi me dizane?”
We her tiştî serobino kir! Ma cerçêker bi gilê re yek e? Ma avahî ji bo kesê ku ew çêkiriye dikare bibêje: “Ma wî ez çêkirime?!” Ma tiştê ku şikil lê hatiye dayîn, Dikare ji bo kesê ku şikil daye re bibêje: “Ma ew ji tiştekî fêm nake?!”
Ma wê di demeke nêzîk de Lubnanê nebe axeke bi ber? Ma wê zeviyeke bi ber nebe daristan?
Wê rojê wê mirovên ker peyvên nivîsê bibihîzin, Wê di nav dû û tariya wan de Çavên koran van tiştan bibînin.
Wê bindest şahiya xwe ya bi Xudan zêde bikin, Hejarên nav mirovan bi Pîrozê Îsraêl şa bin.
Çimkî wê zordar tune be, Wê tinazkar nemîne. Hemû kesên ji bo xerabiyê disekinin, Wê bên telefkirin.
Kesên bi gotinên xwe Mirovan sûcdar dertînin, Li dijî dadgerê dergehê bajêr dafik datînin Û bêsedem heqê rastan dixwin. Wê bên telefkirin.
Loma Xudanê ku Îbrahîm rizgar kiriye li ser Mala Aqûb wiha dibêje: “Wê êdî Aqûb şermezar nebe, Wê rûyê wî neçilmise.
Çimkî gava ew zarokên xwe li ba xwe bibîne Ku karên destê min in, Wê zarok navê min pîroz bikin. Wê Pîrozê Aqûb pîroz bikin Û ji Xwedayê Îsraêl bitirsin.
Kesên ji ruh averê bûne jî, Wê bigihîjin fêmdariyê. Kesên dikin pitepit, Wê bixwazin hîn bibin.”
Gotina Xudan ev e: “Wey li kurên serhildêr! Kesên pîlanan dikin, Lê ne yên min. Ew peymanan çêdikin, Lê ne bi ruhê min re. Bi vê yekê guneh li ser gunehan dikin.
Ew diçin Misrê Ku xwe bispêrin sitara Firewn Û bikevin bin siya Misrê, Lê ji min napirsin.
Wê spartina Firewn ji bo we şerm, Ketina bin siya Misrê, ji bo we riswatî be.
Tevî ku serekên wan li Soanê bûn Û qasidên wan gihîştibûn Hanêsê jî,
Herkes ji ber gelê bi kêrî wan nayê şerm dike. Wê ew gel ne alîkariyê, ne jî feydeyê, Lê tenê şermezarî û riswatiyê bîne.”
Peyama li ser heywanên Negevê: “Di nav welatê tengasî û serêşanê re, Di nav şêrên mê û nêr, Koremar û tîremaran re, Dewlemendiya xwe li ser pişta keran Û xezîneyên xwe li ser pişta deveyan, Ji gelê bi kêrî wan nayê re dibin.
Çimkî alîkariya Misrê pûç û beredayî ye, Loma min navê wir kir ‘Rahava Bêkêr.’
“Niha here, li pêş wan, Vê yekê li ser lewheyekê binivîse, Di nivîsê de qeyd bike Ku ji bo dema bê re Bibe şahideke herheyî.
Çimkî ew miletekî serhildêr e, Zarokên derewkar in, Zarokên ku naxwazin Şerîeta Xudan bibihîzin.
Ew ji zanyaran re dibêjin: ‘Nebînin.’ Ji pêxemberan re jî dibêjin: ‘Pêxemberiya tiştên rast nekin, Ji me re tiştên hêsan bêjin. Bi hîle pêxemberî bikin.
Xwe ji ser rê bidin alî, Ji rêçikan derkevin. Pîrozê Îsraêl ji pêş me rakin.’”
Loma Pîrozê Îsraêl wiha dibêje: “Ji ber ku hûn vê peyvê red dikin, Bi zordestî û hîlekariyê ewle dibin Û xwe dispêrin wan,
Ev xerabî wê ji we re, Wekî qelşa dîwarekî bilind bibe Ku diwerime û li ber ketinê ye. Wê hilweşîna dîwêr jinişkave û di cih de bê.
Şikandina wî wê bibe wekî kafika cerçêker Ku tu kes li ber wî nekeve û perçe dibe. Bi perçeyekî wê, Wê nikaribin ji tifikê pariyek êgir, Ji bîrê jî qurtek av derxin.”
Çimkî Reb Xudan, Pîrozê Îsraêl wiha dibêje: “Bi veger û arambûnê, Hûn rizgar dibin. Hûn bi rihetî û ewlebûnê Hêzdar dibin. Lê hûn naxwazin!
We got: ‘Na! Emê li hespan siwar bibin û birevin.’ Belê hûnê bi rastî jî birevin. We got: ‘Emê li hespên beza siwar bibin.’ Belê kesên dane pey we jî wê lingsivik bin.
Wê hezar kes bi tirsandina kesekî birevin. Bi tirsandina pênc kesan hûnê hemû birevin, Heta hûn tenê bimînin, Wekî nîşanekî serê çiyê Û aleke li ser girekî.
“Dîsa jî Xudan disekine ku kerema xwe nîşanî we bide. Dîsa jî radibe ku rehma xwe nîşanî we bide. Çimkî Xudan, Xwedayê edaletê ye. Xwezî bi her kesê ku li benda wî ye.”
“Ya gelê Siyonê, şêniyên Orşelîmê! Bi rastî, êdî tê negirî. Helbet wê Xudan li ser hewara te Keremê nîşanî te bide. Çaxê bihîst, wê bersiva te bide.
Reb nanê tengasiyê Û ava cefayê bide te jî Wê Mamosteyê te êdî xwe veneşêrin. Çavên te Mamosteyê we bibînin.
Gava tu ber bi aliyê rastê An bi aliyê çepê ve averê dibî, Wê guhên te ji paş ve, Vê gotinê bibihîzin: ‘Rê ev e, di vê riyê re herin!’
Wî çaxî hûnê pûtên xwe yên bi zîvê kiraskirî Û pûtên xwe yên bi zêr rijandî Qirêj û mirdar bikin. Hûnê wan wekî tiştekî pîs bavêjin Û ji wan re bêjin: ‘Biqeşitin!’
“Ji bo tovê ku tu diçînî axê Wê baran bide te. Nanê ku ji axê derkeve, Wê baş û zêde be. Wê rojê wê dewarên we Li mêrga fireh biçêrin.
Ga û kerên ku axê dajon, Wê êmê xwêkirî bixwin Ku bi melhêbê hatiye dêrandin.
Di roja serjêkirina mezin a ku birc dikevin de, Wê li ser her çiyayê mezin Û li ser her girê bilind, Çem û lehî biherikin.
Roja ku Xudan şikestiyên gelê xwe pêça Û birîna bi lêxistina xwe çêkiriye qenc kir, Wê ronahiya heyvê wekî ronahiya rojê bibiriqe. Wê ronahiya rojê heft qat be, Wekî ronahiya heft rojan.”
Va ye, navê Xudan ji dûrî ve tê. Hêrsa wî rabû, Di nav dûyê bilind dibe de pê dikeve. Lêvên wî bi xezebê tije, Zimanê wî wekî agirekî ku dixwe û tune dike.
Hilma wî wekî lehiyê ye Bi qasî bejna mirovekî rabûye. Wê miletan Di bêjinga helakê re derbas bike Û lixabekê li devê gelan bixe Ku wan averê dike.
Lê çawa hûn şeva cejnê pîroz dikin, Hûnê stranan bêjin. Wê dilê we şa bibe, Çawa ku hûn tevî dengê bilûrê Hildikişin Çiyayê Xudanê Zinarê Îsraêlê.
Wê Xudan dengê xwe yê biheybet bide bihîstin. Bi hêrsa rabûyî, bi pêta agirê ku dixwe û tune dike, Bi qelişîna ezmanan, bi tavî û bi zîpikê, Zendê xwe nîşan bide.
Çimkî wê Aşûr bi dengê Xudan bişikê, Gava ew bi darê xwe lê bixe.
Wê bi her derba gopalê Xudan ê terbiyekirinê li wan dixe re, Def û tembûrê bi hev re lêxin. Xudan wê şûrê xwe bihejine Û li dijî wan şer bike.
Çimkî Tofet ji zû ve hat amadekirin, Erê, ji bo padîşah hat amadekirin! Wî ew kûr û fireh kir. Loda wî agir û gelek êzing e. Hilma Xudan wek lehiya kukurdê wê pê dixe.
Wey li wan ku ji bo alîkariyê diçin Misrê, Xwe dispêrin hespan. Ji ber ku pir in, bi erebeyên hespan, Ji ber ku pir hêzdar in, bi siwaran ewle ne. Lê li Pîrozê Îsraêl nanêrin, Li Xudan nagerin.
Lê belê Xudan şehreza ye. Ew xerabiyê tîne, Gotinên xwe bi şûn de nastîne. Wê li dijî mala xeraban, Li dijî alîkarên kesên neheq rabe.
Lê Misrî mirov in, ne Xwedê ne! Hespên wan jî goşt in, ne ruh in! Gava Xudan destê xwe dirêj bike Wê alîkar biterpile, Kesê alîkariyê distîne jî dikeve. Tev bi hev re telef dibin.
Çimkî Xudan ji min re wiha got: “Şêr an şêrê ciwan Çawa li ser nêçîra xwe bike himîn Û ji dengê koma şivanên li dijî wî xem nexwe, Ji qajewaja wan venaciniqe, Wê Xudanê Karîndar wisa dakeve Ku li ser Çiyayê Siyonê û girê wê şer bike.
Çawa ku teyr difirin, Wê Xudanê Karîndar Orşelîmê wisa biparêze. Wê biparêze û azad bike, Di ser wê re derbas be û rizgar bike.”
Îsraêlîno! Li Xudanê ku we ewqas lê bêbextî kir vegerin!
Çimkî wê tevahiya we wê rojê Pûtên xwe yên zîvîn û zêrîn bavêjin, Yên ku destên we yên gunehkar çêkirin.
Wê Aşûr bi şûr bikeve, Lê ne bi şûrê mirovan. Wê şûr daqurtîne, Lê ne şûrê însanan. Wê ji ber şûran birevin Û xortên wê bibin suxrevan.
Wê zinarê wê ji sawê tune bibe, Serekên wê ji ber alê bişikên. Ev e gotina Xudanê ku agirê wî li Siyonê ye û tenûra wî li Orşelîmê ye.
Va ye, wê padîşahek bi heqiyê padîşahiyê bike, Wê serek bi edaletê serwerî bikin.
Wê her yekî ji wan Wekî dereke mirov xwe ji bayê vedişêre, Wekî sitara taviyê, Wekî coyên avê yên dera ziwa, Wekî siya zinarê bilind Li dera westayiyan be.
Wê çavên kesên dibînin neyên girtin Guhên kesên dibihîzin guhdarî bikin.
Wê dilên kesên nefikirîn fêm bikin, Wê zimanên lal zû û zelal bipeyivin.
Wê êdî ji ehmeq re camêr, Ji bênamûs re birûmet neyê gotin.
Çimkî ehmeq ehmeqiyê dike Û bi dilê xwe neheqiyê dike Ku fesadiyê bike, Li ser Xudan tiştên şaş bibêje, Vala bihêle zikê birçiyan Û avê nede tîbûyiyan.
Riyên kesên bênamûs xerab in. Ew pîlanên xerabiyan çêdikin Ku gava hejar di doza xwe de mafdar jî be, Wî bindestî bi gotinên derew xera bike.
Lê camêr pîlanên camêrane dike, Ew bi karên camêrane li ser lingan dimîne.
Ya jinên bêxem! Rabin, dengê min bibihîzin. Keçên di nav ewlehiyê de dimînin, Guh bidin gotina min.
Piştî salekê bi çend rojan, Hûnê bilerizin, ya jinên ewle. Çimkî wê dema çinîna rezan biqede, Wê dema çinîna fêkiyan neyê.
Bilerizin, jinên bêxem! Bihejin, jinên di nav ewlehiyê de dimînin! Cilên xwe derxin, Xwe tazî bikin Û çûx li navtenga xwe girê bidin!
Li ser zeviyên berdar, Li ser mêwên biber, Li singê xwe bixin,
Li ser axa gelê min Ku devî û dirî derkevin, Li ser hemû malên şahiyê Yên li bajarê şên jî.
Çimkî wê qesir bê berdan, Wê bajarê qelebalix bê terikandin. Wê serê gir û birca çavdêr, Her û her bibe şikeft, Şahiya kerên çolê Û çêreya keriyan.
Heta ku ruhekî ji jor ve bi ser me de bê rijandin, Çol bibe bexçeyê biber Û bexçeyê biber jî bibe daristan, wê wisa be.
Wê heqî li çolê bimîne, Edalet jî li bexçeyê biber rûne.
Wê karê edaletê, aştî Û encama wê, rihetî û ewlehiya herheyî be.
Wê gelê min li warê aştiyê, Li avahiyên ewle Û li derên rihet û bêxem rûne.
Lê wê daristan bi tevahî ji navê rabe Û bajar bi tevahî bê nizimkirin.
Xwezî bi we ku li ber hemû avan tovên xwe biçînin Û ga û kerê xwe serbest berdidin.
Wey li te ku xera dike, Li te ku nehatiye xerakirin. Bêbexto, bêbextî li te nehat kirin! Dema tu dev ji xerakirinê berdî, Tê jî bêyî xerakirin. Gava tu bêbextiya xwe xilas bikî, Wê bêbextî li te jî bê kirin.
Ya Xudan, li me were rehmê, Em li benda te ne. Tu bibe zendê me her sibe, Rizgariya me ya di dema tengasiyê de.
Ji ber dengê xirecirê gel reviyan, Gava tu rabûyî milet belav bûn.
Çawa kulî zeviyan talan dikin, Wê malê we jî wisa bê talankirin. Wê wekî koma kuliyan, bavêjin ser we.
Xudan berz e, Çimkî li jor rûdine. Siyonê bi heqî û edaletê tije dike.
Ew ewlehiya serdemên te ye, Rizgarî, şehrezayî û zanîn wê zêde bibe. Tirsa Xudan xezîneya gel e.
Va ye, mêrxasên wan li kuçeyan dikin hewar, Qasidên aştiyê bi qurîn digirîn.
Riyên mezin vala ne, Rêwî tunene. Dijmin peyman xera kir, Şahid red kirin. Mirov bêqedir kirin.
Welat şîn dike û diçilmise, Lubnan şerm û qels dike. Deşta Şaronê wekî beriyê ye. Başan û Karmel pelên xwe diweşînin.
Xudan dibêje: “Niha ezê rabim. Niha ezê xwe bilind bikim, Niha ezê berz bibim.”
Hûnê bi giyayê ziwa bihemil bin û pûş bînin. Wê hilma we bibe agir Û we bixwe û biqedîne.
Wê gel wekî kilsê bişewitin, Wê wekî diriyên ku tên birîn Û di êgir de tên daqurtandin.
Ya kesên li dûrî, karê min bibihîzin! Kesên li nêzîk, hêza min binasin.
Gunehkarên Siyonê tirsiyan, Lerzekê bi xwedênenasan girt. Dibêjin: “Ma kî ji me dikare li ber agirê bimîne Ku dixwe û tune dike? Kî ji me dikare li ber pêtên herheyî rûne?”
Kesê di riya heq de diçe û ya rast dibêje, Kesê qezenca bi zordariyê red dike, Kesê destê xwe ji bertîlê dûr digire, Kesê guhê xwe ji gotinên xwînrijandinê re digire Û ji bo xerabiyê nebîne, çavê xwe digire,
Ev kes wê li cihên bilind rûne Û wê sitara wî asêgehên li ser zinaran be. Wê nanê wî bê dayîn, Wê qet bêav nemîne.
Wê çavên te li padîşah Tevî hemû bedewiya wî binêrin, Wê welatê berfireh bibînin.
Wê dilê te li ser sawê bifikire û bêje: “Ka kesê hat û hejmart? Ka kesê pîva? Ka kesê birc hejmartin?”
Tê êdî wî gelê zordar nebînî, Ew gelê peyivîna biyanî ku tu fêm nakî Û zimanê lal ku tu tênagihîjî.
Li Siyona bajarê cejnên me binêre! Wê çavên te Orşelîmê, Wekî cihekî bêxem û konekî zexim bibîne Ku singên wî her û her nayên derxistin Û hemû werîsên wî qet naqetin.
Lê wê Xudanê mezin li wir bi me re be, Li welatê newal û çemên mezin Ku gemiyên bi bêrik tê re derbas nebin Û keştiyên mezin neborin.
Çimkî Xudan dadgerê me ye, Xudan qanûna me daniye, Xudan Padîşahê me ye. Wê esse me rizgar bike.
Werîsên gemiyên te sist bûn. Nikarin binê singê zexim bikin Û babirkê vekin. Wê gavê wê talanê mezin bê parvekirin, Wê kulek jî bişelînin.
Wê tu şêniyê li wir nebêje: “Ez nexweş im.” Wê gelê li wir rûdine Ji neheqiya xwe bê bexişandin.
Miletno, ji bo bihîstinê nêzîk bibin! Gelno, baş guhdarî bikin! Bila dinya û hemû tiştên wê, Rûyê erdê û hemû tiştên jê bibihîzin.
Çimkî Xudan ji hemû miletan hêrs bûye, Li dijî hemû artêşên wan hat xezebê. Wî ew bi tevahî tune kirin, Wî ew dan ber serjêkirinê.
Wê kuştiyên wan bavêjin derve, Wê laşên wan bêhn bide. Wê çiya bi xwîna wan bê avdan.
Wê hemû nexşên ezmanan birizin, Wê ezman wekî lûlikên nivîsê bên pêçan. Wê hemû nexşên ezmanan biçilmisin, Wekî pelê mêwê biçilmise, Wekî fêkiyê darhejîrê diçilmise.
Dibêje: “Çimkî şûrê min heta ku têr bû, Li ezmanan vexwar. Va ye, wê bi ser Edomê ve bikeve, Ew gelê ku min Ji kokê ve biryara tunekirina wî daye.”
Şûrê Xudan bi xwînê tije bû. Bi bez têr bû, Bi xwîna berx û nêriyan Û bi bezê gurçikên beranan. Çimkî qurbaneke Xudan li Bosrayê, Serjêkirina wî ya mezin li welatê Edomê heye.
Wê gakovî bi wan re, Boxe jî bi conegayan re bikevin erdê. Wê welatê wan bi xwînê têr bibe, Wê axa wan bi bez berdar bibe.
Çimkî rojeke Xudan a tolstandinê, Ji ber doza Siyonê, saleke hesabê heye.
Wê geliyên Edomê bizivirin qîrê, Wê axa wê bizivire kukurdê. Wê welatê wê bibe qîra şewatê.
Wê bi şev û roj netefe, Dûyê wê her û her bajo. Wê nifş bi nifş wêrane be, Heta hetayê wê tu kes tê re derbas nebe.
Wê bibe warê bûm û jîjoyan, Wê bûm û qijak lê rûnin. Wê Xudan benê tevliheviyê Û şaqulê valahiyê li ser wê bitikîne.
Wê pêşengên wê jê re bêjin: “Li wir padîşahî tuneye.” Wê dawiya hemû serekên wê bê.
Wê li bircên wan dirî, Li kelehên wan devî û giyayê gezgezkê derkevin. Wê bibe warê çeqelan û hewşa kundan.
Wê heywanên çolê û keftar li wê derê hev bibînin, Nêrî gazî hevalên xwe bikin. Wê Lîlît jî şevê li wir rihetî bike, Cihê bêhnvedanê peyda bike.
Wê kund hêlîna xwe li wê derê çêke. Wê hêkên xwe bike, têjikan derxe Û li ber siya xwe bicivîne. Wê başok li wê derê bicivin û bibin cot.
Di nivîsa Xudan de lê bigerin bixwînin û lê bikolin. Wê tu tiştek ji van kêm nemîne, Wê hemû heywan nêr û mê cot bibin. Çimkî devê Xudan emir kir, Ruhê wî ew civandin.
Wî ji bo wan pişk avêt. Destê wî bi benê pîvanê, Welat di nav wan de parve kir. Wê ew der her û her bibe milkê wan, Wê nifş bi nifş li wir rûnin.
Wê çol û deşta ziwa şa bibe, Wê berî dilgeş bibe, Wek gulan kulîlk bide.
Wê her der bibe kulîlk, Wê şa be û bi kêf biqîre. Wê rûmeta Lubnanê, Rewnaqiya Karmel û Şaronê bê dayîn. Wê rûmeta Xudan, Rewnaqiya Xwedayê me bibînin.
Destên qels hêzdar bikin, Çokên sist bişidînin.
Ji kesên dilbitirs re bêjin, “Hêzdar bin, netirsin, Va ye Xwedayê me! Tê ku tolê bistîne, Tê ku heyfê hilde. Ew bi xwe tê û wê we rizgar bike.”
Wê gavê wê çavên koran vebin, Guhên keran jî vebin.
Wê gavê wê zilamê kulek Wek xezalê bipengize, Zimanê lal bi şahî biqîre. Çimkî wê li beriyê av bizê Û li çol û deştê çem rabin.
Wê quma sincirî bibe gol, Axa tî jî bibe kaniyên avê. Wê warê çeqelan bibe qamîş, Bibe zil û giya.
Wê li wir riyeke mezin hebe, Wê jê re “Riya Pîroz” bêjin. Wê zilamê nepak di wê derê re derbas nebe, Wê ya kesên riya Xudan be. Kesên di wê riyê re derbas dibin, Ehmeq bin jî, wê jê averê nebin.
Wê şêr nebin tê de, Heywanên hov dernekevin ser wê riyê. Wê li wir nebin, Wê rizgarbûyî tê de bimeşin.
Wê kesên Xudan rizgar kirine vegerin, Wê bi stranan werin Siyonê. Wê şahiya herheyî li ser serê wan be. Wê bigihîjin kêf û şahiyê, Wê nalîn û keder bireve û here.
Di çardeh saliya padîşahiya Hîzqiyayê Padîşah de Sanhêrîvê Padîşahê Aşûrê li dijî hemû bajarên bisûr ên Cihûdayê derket û ew standin.
Padîşahê Aşûrê fermandarê xwe bi artêşa mezin re ji Laxîşê şand Orşelîmê ba Hîzqiyayê Padîşah. Fermandar hat û li ber Zeviya Kincşûştinê li ber coya li ba Hewza Jorîn sekinî.
Êlyaqîmê kurê Hîlqiyayê ku berpirsê qesrê bû, Şevnayê nivîsende û Yoahê dîroknivîsê kurê Asaf, çûn pêşwaziya wî.
Fermandar ji wan re got: “Ji Hîzqiya re bêjin: ‘Padîşahê Mezin, Padîşahê Aşûrê wisa dibêje: Tu bi çi yê xwe ewle yî?
Tu dibêjî ji bo şer pîlan û hêza min heye, lê tenê ev gotinên vala ne. Tu bi kê ewle yî ku tu li dijî min radibî?
Va ye tu bi Misrê ewle yî. Lê kesê xwe bispêre vê şiva ji qamîşê şikestî, wê şiv di destê wî re here û qul bike. Firewnê Padîşahê Misrê, ji her kesê pê ewle ye re wisa ye.
Heke tu ji min re bêjî: Em bi Xwedayê xwe Xudan ewle ne. Ez dibêjim: Ma ew ne ew îlah e ku Hîzqiya bilindciyên perizînê û gorîgehên wî tune kirin?! Ma wî ji gelê Cihûda û Orşelîmê re negot: Divê hûn li ber vê gorîgehê biperizin’?!
“Niha were, bi xweyê min Padîşahê Aşûrê re şert bigire. Heke tu bikarî siwaran peyda bikî, ezê du hezar hespan bidim te.
Gava ji bo erebeyên şer û siwaran bi Misriyan ewle bibî, tê çawa xulamên herî biçûk ên xweyê min têk bibî?
Ma ez bêyî destûra Xudan rabûm ku vî welatî xera bikim? Na! Xudan ji min re got: ‘Li dijî vî welatî rabe û xerab bike.’”
Êlyaqîm, Şevna û Yoah ji fermandar re got: “Em lava dikin ji van xulamên xwe re bi zimanê aramî bêje, çimkî em bi vî zimanî dizanin. Bi me re bi zimanê îbranî nepeyive. Gelê li ser dîwêr guhdariya me dike.”
Fermandar got: “Ma xweyê min ez şandim ku ez bi tenê ji te û xweyê te re van gotinan bibêjim? Ev xeber ji gelê li ser dîwêr rûniştî re jî hate şandin. Tevli we, wê ew jî gûyê xwe bixwin û mîza xwe vexwin.”
Fermandar sekinî û bi dengekî bilind bi zimanê îbranî qîriya û got: “Gotinên Padîşahê Mezin, Padîşahê Aşûrê bibihîzin!
Padîşah wiha dibêje: ‘Hîzqiya bila we nexapîne! Çimkî wê nikaribe we rizgar bike.
Hîzqiyayê ku dibêje: Wê Xudan me esse rizgar bike û wê ev bajar nekeve destê Padîşahê Aşûrê, bila neke ku hûn bi Xudan ewle bin.
Guhdariya Hîzqiya nekin.’ Çimkî Padîşahê Aşûrê wiha dibêje: ‘Teslîm bibin, werin xwe bavêjin bextê min. Bila niha herkes ji mêwa xwe û ji darhejîra xwe bixwe û ji bîra xwe avê vexwe.
Paşê ezê bêm û we bînim welatekî nû yê wekî welatê we, welatekî şerab û dexil e, welatê nan û rêz e.
Bila Hîzqiyayê ku dibêje wê Xudan me rizgar bike we nexapîne. Gelo ji îlahên gelan, heta niha kîjan îlah welatê xwe ji destê Padîşahê Aşûrê rizgar kiriye?
Ka îlahên Hama û Arpadê li ku ne? Ka îlahên Sefarwayîmê li ku ne? Gelo wan Samerya ji destê min rizgar kiriye?
Di nava hemû îlahên van welatan de, îlahên ku welatên xwe ji destê min rizgar kirine kî ne ku Xudan Orşelîmê ji destê min rizgar bike?’”
Wan dengê xwe nekir û bersiva wî neda. Çimkî emrê padîşah wiha bû: “Bersiva wî nedin.”
Êlyaqîmê kurê Hîlqiyayê berpirsê qesrê, Şevnayê nivîsende, Yoahê dîroknivîsê kurê Asaf, kincên xwe çirandin, hatin ba Hîzqiya û gotinên fermandar jê re gotin.
Gava Hîzqiyayê Padîşah ev bihîst kincê xwe çirand, çûx li xwe kir û ket Mala Xudan.
Wî Êlyaqîmê berpirsê qesrê, Şevnayê nivîsende û kahinên mezin ku çûx li wan bû, şandin ba Pêxember Îşayayê kurê Amots.
Wan ji Îşaya re got: “Hîzqiya wiha dibêje: ‘Îro roja tengasî, erzşikandin û şermê ye. Dema zarokanînê hat, lê hêza ku wan bîne tuneye.
Belkî Xwedayê te Xudan, gotinên fermandarê ku xweyê wî Padîşahê Aşûrê ew şandî û pê Xwedayê Jîndar tinazên xwe kirin, bibihîze û ji ber van gotinan wî ceza bike. Divê tu ji kesên me yên mayî re dua bikî.’”
Gava xulamên Hîzqiyayê Padîşah hatin ba Îşaya,
wî ji wan re got: “Ji xweyê xwe re wiha bêjin: ‘Xudan wiha dibêje: Tu ji gotinên te bihîstin û çêrên ku xulamên Padîşahê Aşûrê bi min kirin, netirse.
Ezê ruhekî bixim nava wî, wê xeberekê bibihîze, bizivire welatê xwe û ezê wî li welatê wî, bi şûr bidim kuştin.’”
Fermandar vegeriya û dît ku Padîşahê Aşûrê, li dijî Lîvnayê şer dike. Çimkî wî bihîstibû ku padîşah ji Laxîşê derketiye.
Padîşahê Aşûrê bihîst ku Tîrhaqayê Padîşahê Kûş ê ji bo ku li dijî wî şer bike bi rê ketiye. Gava ev yek bihîst, wî qasid şandin ba Hîzqiya û got:
“Ji Hîzqiyayê Padîşahê Cihûdayê re bibêjin: ‘Bila Xwedayê tu pê ewle yî û dibêje wê Orşelîm nekeve destê Padîşahê Aşûrê, te nexapîne.
Te bihîstiye ku padîşahên Aşûrê çi anîne serê hemû welatan û çawa bi tevahî tune kirine. Ma tê rizgar bibî?
Gozanî, Heranî, Resefî û Edeniyên li Telassarê dijiyan ku bav û kalên min ew helak kirin, gelo îlahên wan miletan karibûn wan rizgar bikin?
Ka padîşahên Hama û Arpadê li ku ne? Padîşahên Laîr, Sefarwayîm, Hêna û Îwayê li ku ne?’”
Hîzqiya name ji destê qasidan stand û xwend. Hîzqiya çû Mala Xudan, name vekir
û ji Xudan re dua kir û got:
“Ya Xudanê Karîndar, Xwedayê Îsraêl ku li ser xerûban rûniştî ye. Tenê tu Xwedayê hemû padîşahiyên dinyayê yî. Te erd û ezman afirandin.
Ya Xudan, guh bide û bibihîze. Ya Xudan çavên xwe veke û binêre. Hemû gotinên Sanhêrîv şandin bibihîze ku bi wan gotinan tinazan bi Xwedayê Jîndar dikirin.
Ya Xudan, rastî ev e ku padîşahên Aşûrê hemû milet û welat wêran kirin.
Îlahên wan miletan avêtin nav êgir. Çimkî ew ne Xwedê bûn, karên destê mirovan, ji dar û keviran bûn. Loma wan ew tune kirin.
Ya Xwedayê me Xudan, niha me ji destê Sanhêrîv rizgar bike ku hemû padîşahiyên dinyayê bizanibin tenê tu Xudan î.”
Îşayayê kurê Amots ji Hîzqiya re xeber şand û got: “Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Ji ber ku te li ser Sanhêrîvê Padîşahê Aşûrê ji min re dua kir,
peyva ku Xudan li dijî Sanhêrîvê Padîşahê Aşûrê dibêje ev e: “‘Ya Sanhêrîv, Siyona keça xama te kêm dibîne, Henekê xwe bi te dike. Keça Orşelîmê bi tinazan Di pey te re serê xwe dihejîne.
Te tinazên xwe bi kê kir, te çêrî kê kir? Te li dijî kê dengê xwe rakir û pozbilindî kir? Te li dijî Pîrozê Îsraêl kir!
Bi riya xulamên xwe Te tinazên xwe bi Reb kir û got: Ez bi gelek erebeyên şer re Çûm serê çiyayên bilind, Gihîştim serê bilindciyên Lubnanê. Min darên bilind ên sedrê Darên bijare yên çaman birîn. Ez çûm dera herî bilind Ez çûm daristana herî gur.
Min bîr kolan û av vexwar, Min bi binê piyên xwe Hemû çemên Misrê çikandin.
“‘Ma te nebihîst Ku ji gelek demên berê ve min ev kifş kiribû? Ji demên qedîm ve min ev pîlan kiribû. Niha min ev pêk anî. Wêrankirina bajarên bisûr, Bila bibe karê te.
Loma hêza şêniyên van bajaran, Kêm bû, ew bêhêvî û şermezar bûn. Wekî giyayê zeviyan, giyayê ter û giyayê serbanan Yên ku berî şîn bibin, Li ber bayê dikevin.
Ez bi rûniştina te, Ketin û derketina te, Orîna hêrsa te ya li dijî min dizanim.
Ji ber ku tu li dijî min oriyayî, Ji ber pozbilindiya te hat guhên min, Ezê xelekê li pozê te, Lixabê li devê te bixim. Ezê berê te bidim riya tu jê hatî.
“‘Ya Hîzqiya, wê ev ji te re bibe nîşan: Hûnê îsal berhemê ji ber xwe derketî, Sala diduyan a pey çêbe bixwin. Sala sisêyan biçînin û hilînin, Rezan deynin û fêkiyên wan bixwin.
Kesên ji Mala Cihûda filitîn û sax man, Wê dîsa ber bi jêr ve kok bidin, Ber bi jor ve jî fêkî bidin.
Çimkî wê bermayî ji Orşelîmê, Wê sax ji Çiyayê Siyonê derkevin. Wê xîreta Xudanê Karîndar vê yekê pêk bîne.’
“Xudan li ser Padîşahê Aşûrê wiha dibêje: “‘Wê nekeve vî bajarî û tîran navêjê. Wê bi mertalan nêzîkî bajêr nebe Û li ber sûrên wê pal çêneke.
Wê berê wî bide riya ku jê hatiye û neyê vî bajarî.’ Ev e gotina Xudan.
“‘Ezê ji bo xwe û ji bo xatirê xulamê xwe Dawid Vî bajarî biparêzim û rizgar bikim.’”
Milyaketê Xudan derket û ji artêşgeha Aşûrê sed û heştê û pênc hezar kes kuştin. Serê sibê tenê cendek hebûn.
Sanhêrîvê Padîşahê Aşûrê artêşa xwe berda, reviya Nînewayê û li wir ma.
Gava ew li mala îlahê xwe Nîsrox çû ser çokan, Adram-Melek û Sareserê kurên wî, rabûn ew bi şûran kuştin û reviyan herêma Araratê. Kurê wî Êsar-Haddon li cihê wî bû padîşah.
Di wan rojan de Hîzqiya nexweş ket û li ber mirinê bû. Îşayayê Pêxemberê kurê Amots hat ba wî û got: “Xudan wiha dibêje: ‘Wesiyetê li mala xwe bike, çimkî tê bimirî. Tê baş nebî.’”
Hîzqiya berê xwe da dîwêr, ji Xudan re dua kir
û got: “Ax, ya Xudan, lava dikim bîne bîra xwe ku çawa bi te re bi dilsozî û bi tevahiya dilê xwe meşiyam û tiştên di çavê te de qenc in kirin.” Piştre Hîzqiya bi dilekî şewat giriya.
Gotina Xudan ji Îşaya re hat û got:
“Here ji Hîzqiya re bêje: ‘Xwedayê bavkalê te Dawid Xudan wiha dibêje: Min duaya te bihîst, hêsirên çavê te dît. Ezê panzdeh salan bixim ser rojên te.
Ezê te û vî bajarî ji destê Padîşahê Aşûrê rizgar bikim û vî bajarî biparêzim.
Wê ev yek ji te re bibe nîşana Xudan ku tişta gotiye bike:
Ezê siya tavê ya ku dikeve ser derenceyên Ahaz deh derence kêm bikim.’” Bi vî awayî siya tavê ya li ser derenceyan deh derence kêm bû.
Nivîsa Hîzqiyayê Padîşahê Cihûdayê ev e ku piştî ji nexweşiya xwe şifa dît:
Min got: “Ezê di nîvê rojên xwe de Di dergehê diyarê miriyan re derbas bim. Ezê ji salên xwe bêpar bim.”
Min got: “Ezê Xudan li diyarê zindiyan nebînim, Ezê di nav şêniyên dinyayê de Êdî li mirovan nenêrim.
Mala min wekî konê şivanan Ji min hate hildan û rakirin. Min jiyana xwe wekî tevinkarekî pêça, Xudan ez ji tevnê birîm. Şev û roj tu dawiya min tînî.
Heta sibê li benda te mam. Wekî şêr, ew hestiyên min dişikêne, Şev û roj tu dawiya min tînî.
Wekî hechecikê, wekî qulingê, Çîveçîva min bû. Wekî kevokê ez naliyam. Çavê min ji nêrîna jor westiya. Ya Reb, zilmê li min dikin, Tu bibe parêzvanê min.
“Ez çi bêjim? Yê ku ji min re got û kir ew e. Ji ber dilnexweşiya xwe, Ezê di salên jiyana xwe de bi giranî bimeşim.
Ya Reb, mirov bi wan dijîn, Jiyana ruhê min jî hemû di wan de ye. Loma tu min baş bike û bide jiyandin.
Va ye, ev dilnexweşiya min a zêde Ji bo aştiya min bû. Te ji canê xwe hez dikir Û te ez ji çala rizîbûnê xilas kirim. Çimkî te hemû gunehên min avêt pişt guhê xwe.
Çimkî diyarê miriyan ji te re spas nake, Mirin pesnê te nade. Kesên ketin çala mirinê Hêviya xwe bi dilsoziya te ve girê nadin.
Kesên dijîn, tenê kesên dijîn, Ji te re spas dikin, Wekî ez îro dikim. Wê bav dilsoziya te ji zarokan re bide zanîn.
Wê Xudan min rizgar bike. Emê di hemû rojên jiyana xwe de li Mala Xudan, Stranan bêjin û li sazan bixin.”
Îşaya gotibû: “Bila bastîqê hejîran bînin, deynin ser kunêrê û wê baş bibe.”
Hîzqiya gotibû: “Nîşana ku ezê herim Mala Xudan, wê çi be?”
Wê demê Merodak-Baladanê kurê Baladanê Padîşahê Babîlê, ji Hîzqiya re name û diyariyek şandin. Çimkî wî bihîstibû ku Hîzqiya nexweş ketiye û baş bûye.
Hîzqiya bi wan şa bû û mala tiştên hêja, zêr û zîv, biharat û rûnê bêhnxweş, tevahiya cebilxane, hemû tiştên odeyên xezîneya xwe nîşanî wan da. Tiştek li qesir û tevahiya welatê wî nema ku Hîzqiya nîşanî wan neda.
Îşayayê Pêxember hat ba Hîzqiyayê Padîşah û jê re got: “Van zilaman çi got? Ji ku derê hatine ba te?” Hîzqiya got: “Ji welatekî dûr, ji Babîlê hatine ba min.”
Îşaya got: “Li qesra te çi dîtin?” Hîzqiya got: “Her tiştên di qesra min de heye dîtin, tiştek nema ku min ji xezîneyên xwe nîşanî wan neda.”
Îşaya ji Hîzqiya re got: “Li gotina Xudanê Karîndar guhdarî bike.
Xudan dibêje: ‘Wê ew roj were ku hemû tiştên di qesra te de û hemû tiştên heta niha bav û kalên te dane hev, wê bibin Babîlê. Wê tu tişt nemîne.
Hinek ji kurên te, yên ji bedena te çêbin, wê bibin û li qesra Padîşahê Babîlê nemêr bikin.’”
Hîzqiya ji Îşaya re got: “Gotina Xudan a ku tu dibêjî baş e.” Çimkî di dilê xwe de digot: “Jixwe wê di rojên min de aştî û ewlehî pêk bê.”
Xwedayê me dibêje: “Teselî bikin, Gelê min teselî bikin.
Bi dilê Orşelîmê re bipeyivin, Gazî wê bikin. Bêjin ku dema şer temam bû, Neheqiya wê jî hat bexişandin. Çimkî di ber hemû gunehên xwe de, Ji destê Xudan du qat stand.”
Dengekî gazî dike û dibêje: “Li beriyê riya Xudan amade bikin, Li çol û deştê ji bo Xwedayê me riyeke mezin vekin.
Wê her gelî bilind bibe, Wê her gir û çiya nizim bibe. Wê dera xwar rast bibe Û derên asê bibin deşt.
Wî çaxî wê rûmeta Xudan xuya bibe Û hemû beşer bi hev re bibîne.” Çimkî devê Xudan wiha gotiye.
Dengek dibêje: “Gazî bike!” Min got: “Gaziya çi bikim?” “Hemû beşer giya ne Û hemû berdewamiya wan wekî kulîlka zeviyê ye.
Giya hişk dibe, kulîlk diçilmise, Gava hilma Xudan di ser re derbas dibe. Bi rastî gel giya ye.
Giya hişk dibe, kulîlk diçilmisin, Lê gotina Xwedayê me her û her dimîne.”
Ya qasidê ku ji Siyonê re mizgîniyê tîne, Hilkişe çiyayê bilind! Ya qasidê ji Orşelîmê re mizgîniyê tîne, Dengê xwe bi hêzdarî bilind bike, netirse! Ji bajarên Cihûdayê re bibêjin: “Va ye Xwedayê we.”
Va ye wê Reb Xudan wekî mêrxasekî were, Wê zendê wî ji bo wî serweriyê bike. Va ye xelata wî pê re Û perûya wî li ber wî ye.
Wê keriyê xwe wekî şivanekî biçêrîne, Bi zendê xwe berxan bide hev. Di hembêza xwe de hilgire Û miyên bi berx hêdî hêdî bajo.
Ma kî bi kulma xwe avê dikişîne, Bi bosta xwe ezmanan dipîve? Kesek heye ku axa erdê dixe hundirê elbika pîvanê Yan çiyayan bi şihînê Û giran bi mêzînê bipîve?
Ma kî bi fikra Xudan dizane? Ma kî şêwirmendê wî bû ku hînî wî bike?
Ma ew bi kê re şêwirî ku fêm bike, Kê riya edaletê hînî wî kir? Kê zanînê hînî wî kir Û riya fêmdariyê nîşanî wî da?
Milet li ba wî wekî dilopeke ji satilê ne, Wekî toza tenik a mêzînê ne. Ew giravan wekî toza hûrik radike.
Ji bo şewitandinê darên Lubnanê têrê nakin, Ji bo qurbanên şewitandinê heywanên wê têrê nakin.
Li ber wî hemû milet ne tiştek in, Ji aliyê wî ve ji pûçbûnê kêmtir Û vala tên hesibandin.
Hûn Xwedê dişibînin kê? Hûn wî dişibînin çi?
Pûtekî?! Karkerek wî dirijîne, Zêrkerek bi zêr kiras dike Û ji bo wî zincîrên zîvîn çêdike.
Mirovekî hêza wî têra pêşkêşiyeke wiha neke, Perçek darê ku narize hildibijêre. Ji bo xwe li hosteyekî digere Ku jê re pûtekî qewirandî çêke Û ji cihê xwe neleqe.
Ma hûn pê nizanin? Ma we nebihîstiye? Ma ji destpêkê ve ji we re nehatiye gotin? Ma we ji danîna bingeha dinyayê fêm nekiriye?
Yê ku li ser qûbeya dinyayê rûdine Û şêniyên wê jê re wekî kulî ne, ew e. Yê ku ezmanan wekî perdeyekê ditikîne Û ji bo rûniştinê wekî konekî datîne ew e.
Yê ku mîran pûç dike Û serwerên dinyayê dike tiştekî vala ew e.
Ew çawa têne çikandin, Çawa têne reşandin, Çawa qurmê wan bi erdê ve kok vedide, Hilma wî di ser wan re derbas dibe û ziwa dibin. Bager jî wekî pûşê wan bi xwe re dibe.
Yê Pîroz dibêje: “Hûn min dişibînin kê Ku ew hempayê min be?”
Çavên xwe bidin bilindciyan û bibînin! Ma kê ev afirandin? Yê ku artêşa stêran dertîne Û bi navê wan gazî her yekî ji wan dike. Ji ber mezinahiya taqeta wî, Ji ber hêza wêrekiya wî, Yek ji wan jî kêm nabe.
Ya Aqûb! Ya Îsraêl! Çima tu dibêjî: “Riya min ji Xudan veşartiye Û heqê min di ber Xwedê re derbas dibe û diçe?”
Ma tu pê nizanî? Ma te nebihîstiye? Xwedayê herheyî, Xudan e! Wî binê dinyayê afirand! Ew ne diweste, ne jî qels dibe Û fêmdariya wî qet nayê zanîn.
Ew hêzê dide westayiyan, Qeweta bêtaqetan zêde dike.
Ciwan jî diwestin û qels dibin, Xort diterpilin û dikevin.
Lê kesên li benda Xudan in hêza xwe teze dikin, Wekî teyran baskên xwe vedikin û bilind dibin. Ew dibezin lê qels nabin, Ew dimeşin lê nawestin.
“Kesên keviyên deryayan! Bêdeng bin û guhdariya min bikin! Bila netewe hêza xwe nû bikin, Bila nêzîk bin û bêjin. Ji bo dadbarkirinê Em werin ba hev!
“Ma kê li rojhilat edalet rakir ser lingan Û gazî xizmeta xwe kir? Ew miletan tîne ber wî Ku padîşahan bitewîne. Ew wan wekî tozekê davêje ber şûrê wî, Wekî pûşê li ba dibe, dide ber kevanê wî.
Ew pey wan dikeve, Di riya ku qet lingê xwe neavêtiyê de Bi xêr û silamet derbas dibe.
Ma kê ji destpêkê ve gazî nifşan kir? Ma kê ev yek kir û anî serî? Ez Xudan, ez yê pêşî me Û ezê bi yên paşî re bim.”
Keviyên deryayan ev dît û tirsiyan. Binê dinyayê dilerizin. Nêzîk dibin û tên.
Herkes alîkariya cîranê xwe dike, Ji birayê xwe re dibêje: “Hêzdar be!”
Hoste hêz dide zêrker, Kesê bi çakûç rast dike jî hêz dide Kesê li sindan dixe Û dibêje: “Lehîm baş çêbûye.” Ji bo ku neleqe, bi bizmaran dişidîne.
“Lê tu, Îsraêlê xulamê min, Aqûbê ku min hilbijart, Ziriyeta Îbrahîmê dostê min,
Min tu ji binê dinyayê hilda û anî Ji derên herî dûr gazî te kir. Min got: ‘Tu xulamê min î. Min tu hilbijartî, Min tu red nekirî.’
Tu netirse, çimkî ez bi te re me. Tu nebizde, çimkî Xwedayê te ez im. Ezê te bişidînim, alîkariya te bikim. Ezê bi destê rastê yê edaleta xwe Ji te re bibim destek.
“Erê, hemû kesên li te hêrs dibin, Wê rezîl û riswa bibin. Wê kesên li dijî te Vala û tune bibin.
Tê li kesên li dijî te radibin bigerî, Lê tê wan nebînî. Wê kesên li dijî te şer dikin, Pûç û vala bibin.
Çimkî ez, Xwedayê te Xudan, Bi destê te yê rastê digirim. Yê ku ji te re dibêje: ‘Netirse, ezê ji te re bibim alîkar’ ez im.
“Ya Aqûbê kurmê axê! Îsraêlo, netirse! Ezê alîkariya te bikim.” Ev e gotina Xudan. “Yê ku te rizgar dike, Pîrozê Îsraêl e!
Va ye, min tu kirî Cercereyekî nû yê dirantûj. Tê çiyayan bikî bênder û biperçiqînî, Tê wekî hûrika kayê giran bikî.
Tê wan bidêrînî, Wê ba wan bi xwe re bibe Û bahoz wan belav bike. Loma tê bi Xudan şa bibî, Tê bi Pîrozê Îsraêl pesnê xwe bidî.
“Gava bindest û hejar Li avê digerin lê tuneye Û zimanên wan ji tîbûnê ziwa dibe, Ez Xudan, ezê bersiva wan bidim. Ez Xwedayê Îsraêl, ezê wan bernedim.
Ezê li ser girên rût çeman, Di nav deştan de kaniyan vekim. Ezê çolê bikim golên avê Û erdê ziwa bikim çavkaniya avê.
Ezê li beriyê dara sedrê, dara aqasyayê, Darên mêrsîn û zeytûnê bidim. Li çol û deştê çam û çinarê, Bi spîndarê re bidim.
Loma herkes bibîne, bizanibe, Herkes bifikire û tev bi hev re fêm bike Ku destê Xudan ev çêkiriye Û Pîrozê Îsraêl ev afirandiye.”
Xudan dibêje: “Doza xwe bînin vir!” Padîşahê Aqûb dibêje: “Delîlên xwe bînin!
Pûtên xwe bînin. Bila ew ji me re tiştên wê bibin bêjin. Bila ew yên bûyîn bêjin Ku em li ser wan bifikirin Û bi encama wan bizanibin. An bila yên ku wê di pêşerojê de bibe Bi me bidin bihîstin.
Yên ku wê ji niha û pê ve bibe Ji me re bêjin Ku em bizanibin hûn îlah in. Rabin qenciyê bikin an xerabiyê bikin Ku em nebizdin Û tev bi hev re bitirsin.
Hûn vala ne, Karên we jî pûç in. Kesên we hildibijêrin kirêt in.
“Min li bakur kesek rakir ser lingan Û ji dera avêtina rojê tê. Wê gazî navê min bike. Çawa ku cerçêker gilê biperçiqîne, Wê were û serekan wekî heriyê Di bin lingên xwe de biperçiqîne.
Ma kê ji destpêkê ve ew eşkere kir Ku em pê bizanibin? Ma kê ji berê ve got Ku em bêjin: ‘Rast e’? Tu kesî negot. Kesî neda bihîstin Û kesî gotinên we nebihîstin.
Min cara pêşî ji Siyonê re got: ‘Va ye, ev in!’ Min ji Orşelîmê re qasidekî mizgîniyê şand.
Lê gava ez dinêrim, kes tuneye. Di nav wan de şêwirmendek tuneye Ku gava ez bipirsim bikaribe bersivê bide.
Va ye ew hemû vala ne, Karên wan pûç in. Pûtên wan ên rijandî, Wekî bayê vikîvala ne.”
“Va ye xulamê min ê Ku ez jê re bûm destek, Kesê min hilbijart ku Canê min jê razî ye. Min ruhê xwe danî ser wî, Wê heqiyê bigihîjîne miletan.
Wê neqîre û dengê xwe bilind neke, Li kuçeyan dengê xwe nede bihîstin.
Wê qamîşê perçiqandî neşikêne Û fitîla diçirise netefîne. Wê heqiyê bi dilsoziyê bigihîjîne.
Heta ku ew li dinyayê heqiyê bicih bike, Wê qels nebe û wêrekiya wî neşikê. Wê keviyên deryayan li hêviya Şerîeta wî bin.”
Xwedê Xudanê ku Ezman afirandiye û tikandiye, Dinya û berên wê raxistiye, Hilm dide gelên li ser wê Û ruh dide kesên li ser dimeşin wiha dibêje:
“Ez Xudan, min bi edaletê gazî te kir, Ezê bi destê te bigirim û te biparêzim. Ezê te ji gel re bikim peyman Û wek ronahî bidim miletan
Ku tu çavên kor vekî Û êsîran ji zîndanê derînî. Tê kesên di tariyê de rûdinin Ji girtîgehê azad bikî.
“Ez Xudan im, navê min ev e. Ezê rûmeta xwe nedim yekî din, Pesnê xwe nedim pûtan.
Tiştên min berê gotine pişkivîn Û tiştên nû ez dibêjim. Hê beriya ku pêk bên, Ez ji we re dibêjim.”
Straneke nû ji Xudan re bêjin, Pesnê wî bidin ji binê dinyayê! Kesên dadikevin deryayê û her tiştên tê de, Keviyên deryayan û gelên wan jî!
Bila deşt û bajarên wan, Dengê xwe bilind bikin, Gundên Qêdariyan jî! Bila şêniyên Selayê bi kêf biqîrin, Bila ji serên çiyayan biqîrin!
Bila rûmetê bidin Xudan, Bila kesên keviyên deryayan pesnê wî bidin.
Wê Xudan wekî mêrxasekî derkeve, Wekî şervanekî were xîretê. Wê deng bike û biqîre, Li hember dijminên wî Hêzdariya wî nîşan bide.
Demeke dirêj ez bêdeng bûm, Ez bêdeng mam û min bi xwe ragirt. Ezê niha wek jina zarok tîne bikim feryad, Ezê hilma xwe bigirim û berdim.
Ezê gir û çiyayan wêran bikim Û hemû şînahiyên wan hişk bikim. Ezê çeman biçikînim Û golan ziwa bikim.
Ezê koran di riya nizanin de bibim, Di rêçikên nizanin de rêberiya wan bikim. Ezê tariyê li ber wan bikim ronahî, Derên xwar li pêş wan rast bikim. Ezê van tiştan bikim, Ezê wan bernedim.
Ew kesên bi pûtan ewle ne Û ji pûtên rijandî re dibêjin: “Îlahên me hûn in,” Wê bi paşve vegerin û gelek şerm bikin.
Kerno, bibihîzin! Korno, binêrin û bibînin!
Ma ji xeynî xulamê min kesekî kor heye? Ma kesekî bi qasî qasidê min ker heye? Ma kî bi qasî kesê min ê kifşkirî kor e, Bi qasî xulamê Xudan kor e?
Tu gelekî tiştan dibînî, Lê bi baldarî nanêrî. Guhên te vekirî ne, lê tu nabihîzî.
Ji ber edaleta wî, Xudan razî bû ku Şerîetê mezin û birûmet bike.
Lê ev gel hatiye şelandin û talankirin. Hemû ketine dafikên qul Û di zîndanên kûr de hatine girtin. Ew bûne talan Û kesê rizgar bike tuneye. Ew hatine şelandin Û kesekî bêje: “Bi şûn de bide” tuneye.
Di nav we de Wê kî guh bide vê yekê? Ji bo dema bê Kî guhdarî bike û bibihîze?
Ma kî Aqûb da şelandin? Ma kî Îsraêl da destê talankaran? Ew Xudan e ku me li dijî wî guneh kir, Ma ne wisa ye? Wan nexwest di riyên wî de bimeşin, Wan guhdariya Şerîeta wî nekir.
Loma wî hêrsa xezeba xwe Û dijwariya şer bi ser wî de rijand. Derdora wî bû agir, Lê ew pê nehesiya. Agir ew şewitand Lê wî xema vê yekê nekir.
Lê niha ya Aqûb, Afirînerê te, Ya Îsraêl, Xudanê şikil daye te wiha dibêje: “Netirse, çimkî min tu rizgar kirî. Min bi navê te gazî te kir, Tu yê min î.
Gava tu di avan re derbas bibî, Ezê bi te re bim. Gava tu di çeman re derbas bibî jî, Wê di ser te re neqelibin. Gava tu di nav êgir re derbas bibî, Tê neşewitî û wê pêta êgir te neşewitîne.
Çimkî ez Xwedayê te Xudan, Pîrozê Îsraêl û rizgarkarê te me. Min wekî kefaret Misrê, Di ber te de Kûş û Sevayê da.
Ji ber ku tu li ber çavê min hêja û birûmet î Û ez ji te hez dikim, Ezê di ber te de mirovan, Di ber canê te de neteweyan bidim.
Netirse, çimkî ez bi te re me. Ezê ziriyeta te ji rojhilat bînim, Ezê te ji rojava bidim hev.
Ezê ji bakur re bêjim: ‘Bide!’ Ji başûr re bêjim: ‘Negire!’ Bêjim: ‘Kurên min ji dûrî, Keçên min ji binê dinyayê bînin.
Her kesê bi navê min tê gazîkirin, Ji bo rûmeta xwe min afirandine, Şikil danê û çêkir, bînin!’”
Kesên kor in lê çavê wan hene, Kesên nabihîzin lê guhê wan hene, derxin!
Bila hemû milet werin ba hev, Bila netewe bicivin. Ma ji nav wan kî dikare vê bêje Û tiştên bûyî nîşanî me bide? Bila şahidan bînin û ew rast derkevin Bila guhdarî bikin û bêjin “Rast e.”
Gotina Xudan ev e: “Hûn şahidên min in, Xulamê min ê hilbijartî hûn in Ku bizanibin, bawerî bi min bînin Û fêm bikin ez ew im. Beriya min tu xwedayek nehat şikildan, Wê piştî min jî tunebe.
“Ez, tenê ez Xudan im Ji xeynî min rizgarkar tuneye.
Gava di nav we de îlahê xerîb tunebû Min da zanîn, rizgar kir û da bihîstin. Hûn şahidê min in Ku ez Xwedê me.” Ev e gotina Xudan.
“Ji îro û pêve jî ez ew im. Kesê ku ji destê min rizgar bike tuneye. Ez dikim, ma kî dikare nehêle?”
Xudanê rizgarkarê we, Pîrozê Îsraêl wiha dibêje: “Ji bo xatirê we Ezê artêşekê bişînim Babîlê û birevînim. Ezê hemû Kildaniyan nizim bikim Ku bi gemiyên xwe qure ne.
Xudan ez im. Pîrozê we, afirandarê Îsraêl, Padîşahê we ez im.”
Xudanê ku di deryayan re rê, Di behrên mezin re rêçik vedike,
Yê ku erebeyên şer û hespan, Artêş û mêrxasan derdixe Û paşê wê tev razên lê ranebin, Wekî fitîla pêketî wê bitefin, wiha dibêje:
“Tiştên berê bi bîr neyînin, Nedin pey tiştên kevin.
Va ye ez tiştekî nû dikim, Wê niha bipişkive, ma hûnê wê fêm nekin? Ezê li beriyê rê, Li erdê ziwa çeman çêkim.
Wê heywanên çolê, çeqel û kund Rûmetê bidin min. Çimkî ez li beriyê avê didim, Li erdê ziwa çeman didim Ku ez bi gelê xwe yê hilbijartî bidim vexwarin.
Gelê min ê ku min ji bo xwe şikil dayê Ku ew pesnê min diyar bikin.
“Lê te min nekir, Aqûbo! Tu ji min westiyayî, Îsraêlo!
Te pezê xwe ji bo qurbana şewitandinê ji min re neanî, Te bi qurbanên xwe rûmet neda min. Min li te pêşkêşiyan bar nekir Û min tu bi bixûra guniyê newestand.
Te ji bo min bi pere qamîşê bêhnxweş nekirî Û bi bezê qurbanên xwe ez têr nekirim. Te tenê gunehên xwe li min bar kirin, Bi neheqiyên xwe ez westandim.
Yê ku ji bo xwe Gunehên te xîş kir ez im, Ezê gunehên te bi bîr neyînim.
“Bîne bîra min, em herin dîwanê, Doza xwe bêje ku tu mafdar derkevî.
Bavkalê te guneh kirin, Serwerên te li dijî min serî rakir.
Loma ezê serekên Pîrozgehê mirdar bikim, Ezê ziriyeta Aqûb biherimînim Û Îsraêl riswa bikim.
“Niha ya Aqûbê xulamê min! Bibihîze, gelê Îsraêl ê ku min hilbijart!
Ez, Xudanê ku tu afirandiye, Di zik de şikil daye te Û wê ji te re bibe alîkar, wiha dibêjim: ‘Netirse Aqûbê xulamê min, Yeşûrûnê ku min hilbijart.
“‘Çimkî ezê avê bi ser axa tîbûyî de, Rûbaran bi ser erdê ziwa ve birijînim. Ezê ruhê xwe bi ser ziriyeta te re Û bereketa xwe bi ser şaxên te re birijînim.
Wê di nav giyê de bipişkivin, Wekî darên spîndarên li keviyên çeman.’
“Kesek wê bêje: ‘Ez yê Xudan im.’ Kesekî din wê navê Aqûb li xwe bike. Wê kesek jî li ser destê xwe ‘Yê Xudan e’ binivîse Û navê Îsraêl li ser xwe qebûl bike.”
Xudan, Padîşah û Rizgarkarê Îsraêlê, Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Yê pêşî û paşî ez im. Ji xeynî min Xwedê tuneye.
Ma kî wekî min e? Bila ew bêje! Bila ew xeber bide û li ber min rêz bike. Bila tiştên ji roja ku min gelê xwe yê herheyî çêkiriye û vir ve, Xebera tişt û bûyeran bide ku wê bên.
Nebizdin û netirsin! Ma min ji demên berê ve ji we re neda bihîstin? Ma min xeber neda? Hûn şahidên min in. Ma ji xeynî min Xwedê heye? Zinarê din tuneye, Ez yekî din nizanim.”
Hemû kesên şikil didin pûtan, vala ne. Tiştên wan ên ku jê zewqê distînin bêkêr in. Ew bixwe şahidên pûtan in, Ne dibînin, ne jî dizanin. Loma wê bên şermezarkirin.
Ma kî şikil dide îlahekî Yan kî pûtekî dirijîne Ku ji bo wî bêkêr e?
Wê hemû hevalên pûtan bêne şermezarkirin, Karkerên wan tenê mirov in. Bila hemû bicivin û rabin ser lingan ku Bitirsin û bi hev re bên şermezarkirin.
Hesinkar amûrekî hildide Û di agirê komirê de çêdike. Ew bi çakûç şikil didê, Bi zendê xwe yê hêzdar çêdike. Birçî dibe, bêhêz dibe. Avê venexwe, diweste.
Necar benê xwe ditikîne, Bi qelemê texte resim dike. Bi mikarê şikil dide texte Û bi dorgerê wê xêz dike. Ew di şiklê zilamekî de, Li gorî bedewiya mirovan wî çêdike Û li malê dide rûniştandin.
Ew ji bo xwe darên sedrê dibire, Darberû û darmaziyan hildibijêre. Li daristanê darekê diçikîne, Dareke hervizê datîne û baran wê mezin dike.
Ew ji bo mirovan bi kêrî agirpêxistinê tê. Mirov ji wê distîne û germ dibe. Ew wê pêdixe û nan dipêje. Paşê îlahekî çêdike û diperizê! Dike pûtek û li berê deverû diçe erdê!
Ew nîvê darê di êgir de dişewitîne Û bi vî nîvdarî goşt dibirêje, Dixwe û têr dibe. Germ dibe û dibêje: “Oxweş, ez germ bûm, Min agir dît.”
Ya ku ji ber wê maye îlahekî, Pûtekî xwe çêdike. Li ber wê deverû diçe erdê û diperizê. Jê re dua dike û dibêje: “Min rizgar bike, Çimkî îlahê min tu yî!”
Ew kes nizanin û fêm nakin. Çimkî çav û dilên wan hate girtin Ku nebînin û fêm nekin.
Tu kesek ji wan nayîne bîra xwe, Zanîn û fêmdarî jî tuneye ku bêjin: “Min nîvdarekî di êgir de şewitand Û li ser perengên êgir nan pijand. Min goşt biraşt û xwar. Ma ez bi ya ku maye pûtekî kirêt çêkim? Ma ez li ber perçeyekî darî deverû herim erdê?”
Ew mirov xwelî diçêre! Dilekî xapiyayî ew ji rê derxist. Ew canê xwe rizgar nake û nabêje: “Ma tiştê di destê min ê rastê de Ne derewek e?”
Ya gelê Aqûb! Ya gelê Îsraêl! Van tiştên hanê bi bîr bîne, Çimkî tu xulamê min î. Min şikil da te, Xulamê min tu yî, Îsraêlo! Tê ji aliyê min ve neyî jibîrkirin.
Min neheqiyên te wekî ewran Û gunehên te wekî mijê paqij kirin. Li min vegere, çimkî min tu rizgar kirî.
Ezmanno, ji kêf biqîrin! Çimkî Xudan ev kir. Binê erdê jî biqîre! Çiyano, bi şahî biqîrin! Daristan û her dara tê de jî! Çimkî Xudan Aqûb rizgar kir Û wê li welatê Îsraêl rewnaqiya xwe diyar bike.
Xudanê rizgarkarê te, yê ku di zik de şikil da te wiha dibêje: “Ez Xudan im. Yê ku her tiştî afirand, Yê ku xwe bi xwe ezman tikand Û bi tena serê xwe erd raxist, ez im.
Yê ku nîşanên derewkaran vala derdixe, Yê ku tinazên xwe bi falbazan dike, Yê ku şehreza bi şûn ve dişîne, Yê ku zanabûna wan dike bêaqilî,
Yê ku peyva xulamê xwe bi cih tîne Û şîreta qasidên xwe pêk tîne, ez im. Yê ku ji bo Orşelîmê dibêje: ‘Wê tê de bê rûniştin’ Û ji bo bajarên Cihûdayê dibêje: ‘Wê bên çêkirin. Ezê wêraneyên wan dîsa ava bikim’ ez im.
Yê ku ji kûrahiyê re dibêje: ‘Ziwa be! Ezê çemên te ziwa bikim’
Û ji bo Koreş dibêje: ‘Ew şivanê min e, Wê hemû armanca min pêk bîne’ ez im. Yê ku ji bo Orşelîmê dibêje: ‘Wê bê avakirin’ Û ji Perestgehê re dibêje: ‘Wê hîmê te bê danîn’ jî dîsa ez im.”
Xudan ji kesê kifş kiriye, Ji Koreşê bi destê wî yê rastê girtiye ku Miletan li ber xwe bitewîne, Padîşahan bêçek bike Û deriyan li ber xwe veke re –Wê ew dergeh neyên girtin– wiha dibêje:
“Ezê li pêşiya te herim Û çiyayan rast bikim. Ezê deriyên tûncîn bişikênim Û zirzeyên hesin jê bikim.
Ezê xezîneyên di tariyê de dimînin Û dewlemendiya veşartî ya sitaran bidim te Ku tu bizanibî ez, Xwedayê Îsraêl Xudan, Bi navê te gazî te dikim.
Ji bo Aqûbê xulamê xwe, Îsraêlê ku min hilbijart, Ezê bi navê te gazî te bikim. Tevî ku tu min nas nakî, Ezê nav û deng bidim te.
Xudan ez im, yekî din tuneye, Ji xeynî min Xwedê tuneye. Tevî ku tu min nas nakî, Ezê te çekdar bikim.
Loma ji rojhilat heta rojava, Bizanibin ji xeynî min yekî din tuneye. Ez Xudan im, yekî din tuneye.
Yê ku şikil dide ronahiyê û taristanê diafirîne, Yê ku aştî çêdike û xerabî diafirîne, Xudanê hemû van karan dike, ez im.
Ezmanno, ji jor ve dilop bikin, Bila ji ewran edalet bibare. Bila ax vebe û fêkiyê rizgariyê bide, Bila rastî ji erdê bavêje der. Ez, Xudan, min ew afirandin.”
Wey li wî ku devjeniya Afirînerê xwe dike. Di nav perçeyên dîzika axê de, Tu yek ji wan bi tenê yî. Ma gil dikare ji kesê şikil didê re bêje: “Tu çi çêdikî?” An “Çima çembilên min tuneye?”
Wey li wî ku ji bavê xwe re dibêje: “Te çi anî dinyayê?” An ji diya xwe re dibêje: “Te êşa çi kişandiye?”
Pîrozê Îsraêl, Xudanê şikil daye wî wiha dibêje: “Ma hûn dikarin li ser pêşeroja zarokên min Ji min bipirsin Û li ser karên destê min Li min emir bikin?
Min dinya bi destên xwe çêkir Û li ser wê mirov afirandin. Destên min ezman tikand, Min li hemû nexşên ezmanan emir kir.
Min Koreş bi edaletê hişyar kir, Ezê hemû riyên wî rast bikim. Bêyî ku berdêl û diyarî bistîne Wê bajarê min ava bike Û sirgûniyên min berde” Xudanê Karîndar dibêje.
Xudan wiha dibêje: “Wê keda Misrê, bazirganiya Kûş ê Û Sevayiyên bejindirêj, Derbasî ba te bibe û bibe ya te. Wê ew zilam li pey te werin. Di nav zincîran re derbas bibin Û li ber te deverû herin erdê. Wê ji te re lava bikin û bêjin: ‘Xwedayê rast bi te re ye Û ji xeynî wî Xwedê tuneye.’”
Bi rastî, tu yî Xwedayê ku xwe vedişêre, Ya Xwedayê Îsraêl, ya Rizgarkar!
Wê hemû rezîl û şermezar bibin. Hemû kesên pûtan çêdikin, Wê bi hev re rezîl bibin.
Lê wê Îsraêl bi destê Xudan, Bi rizgarkirina herheyî rizgar bibe. Hûnê her û her neyên şermezarkirin Û tu caran rezîl nebin.
Çimkî Xudanê ku ezmanan afirandiye –Ew Xwedê ye!– Yê ku erdê çêkiriye û şikil dayê, Yê ku asê kiriye û vikîvala neafirandiye Şikil dayê ku li ser were rûniştin wiha dibêje: “Ez Xudan im û yekî din tuneye.
Min li dereke veşartî, Li diyarê tarî negot. Min ji ziriyeta Aqûb re negot: ‘Li dereke vikîvala li min bigerin.’ Ez Xudan bi edaletê dibêjim, Tiştên rast didim bihîstin.
“Ya filitiyên miletan! Bicivin û werin, bi hev re nêzîk bibin. Kesên pûtên ji daran hildigirin Û ji îlahên rizgar nakin re dua dikin, nizanin.
Bêjin, doza xwe raber bikin, Bi hev bişêwirin. Ma kî ev ji demên qedîm ve daye bihîstin? Ma kî ji berê ve gotiye? Ez Xudan, ma ne ez im? Ji xeynî min Xwedê tuneye. Xwedayê rast û rizgarkar, Ji xeynî min tuneye.
“Li min bizivirin û rizgar bibin, Hemû mirovên li binê dinyayê jî! Çimkî Xwedê ez im û yekî din tuneye.
Min bi xwe sond xwar. Gotina ji devê min dertê rast e, Wê vala neçe. Wê herkes li ber min çok bide, Wê her ziman bi min sond bixwe.
“Wê li ser min bêjin: ‘Rastî û hêz tenê bi Xudan e.’ Wê mirov werin ba wî, Wê hemû kesên lê hêrs dibin bên şermezarkirin.
Wê hemû ziriyeta Îsraêl, Ji aliyê Xudan ve mafdar bê derxistin Û pê pesnê xwe bidin.
“Bêlê îlah deverû diçe erdê, Neboyê îlah jî xwar dibe. Pûtên wan li ser heywanan, Li ser gayan barkirî ne. Ew tiştên hûn hildigirin bûn bar ku Heywan bi wan diwestin.
Xwar dibin, bi hev re deverû diçin erdê. Ew îlah nikarin pûtên xwe ji bargiraniyê rizgar bikin, Ew bi xwe jî diçin sirgûnê.
“Ya Mala Aqûb! Ya bermayiyên Mala Îsraêl! Hûn kesên ku ji dema ji zikê dayikê derketine, Ji dema ji zik çêbûne Heta niha ez we hildigirim, min bibihîzin!
Heta hûn pîr bibin ez ew im, Heta hûn porspî bibin jî ezê we hilgirim. Min hûn çêkirin, ezê we hilgirim. Erê, ezê we hilgirim û rizgar bikim.
“Hûnê dirûvê min bi kê bixin, Bi kê re bikin yek? Hûnê min bi kê re rû bi rû bikin Ku dirûvê me mîna hev e?
Kesên ku zêr ji kîsikê vala dikin Û zîv di mêzînê de dikişînin, Bi destmiza xwe zêrker digirin. Ew jî, ji vê îlahekî çêdike, Deverû diçin erdê û diperizinê!
Ew wî li ser pişta xwe hildigirin, Bar dikin û dibin li cihê wî datînin. Ew li cihê xwe disekine û nalebite. Çaxê yek jê re dike feryad bersivê nade, Wî ji tengasiya wî xilas nake.
“Serhildêrno, vê yekê bi bîr bînin! Camêr bin! Vê yekê careke din bixin dilê xwe.
Tiştên di demên berê de bûne bi bîr bînin, Çimkî ez Xwedê me û yekî din tuneye. Ez Xwedê me û yekî wekî min tuneye.
Ez dawiyê ji destpêkê didim bihîstin Û tiştên ji demên qedîm ve ku hê nebûne dibêjim. ‘Wê pîlana min pêk were, Ezê hemû daxwazên xwe pêk bînim.’
Yê ku ji rojhilat gazî teyrê dirinde, Ji welatê dûr gazî zilamê ku Pîlana min pêk bîne dike, ez im. Erê, min got û ezê bînim cih, Min şîret kir, ezê wê çêkim.
“Ya kesên dilhişk û ji edaletê dûr, Min bibihîzin!
Min serfiraziya xwe nêzîk kir. Wê rizgarkirina min bi derengî nemîne. Ezê ji bo Îsraêlê berziya xwe, Rizgariyê bidim Siyonê.
“Ya Babîla keça xama! Dakeve xwarê û di nav tozê de rûne! Ya keça Kildaniyan! Textê te tuneye, li erdê rûne! Çimkî wê êdî ji te re ‘Nazik û nazdar’ nebêjin.
Tu destarê hilde û arvan bihêre. Xêliya xwe veke, dawa xwe hilde. Ranên xwe tazî bike, di çeman re derbas bibe.
Wê tazîbûna te bê vekirin, Wê riswatiya te bê dîtin. Ezê tolê bistînim û li ber kesî nekevim.”
Navê rizgarkarê me Xudanê Karîndar e, Ew Pîrozê Îsraêl e.
“Ya keça Kildaniyan! Bêdeng rûne û bikeve tariyê. Çimkî êdî wê ji te re ‘Şahbanûya padîşahiyan’ nebêjin.
Ez li gelê xwe hêrs bûm. Min mîrasa xwe mirdar kir, Min ew da destê te. Tu li wan nehatî rehmê, Te nîrê xwe li ser pîr û kalan pir giran kir.
Te got: ‘Ezê her û her şahbanû bim’ Û te ev nekir dilê xwe Dawiya vê yekê neanî bîra xwe.
“Ya jina kêf û zewqê ku di ewlehiyê de rûdine Û di dilê xwe de dibêje: ‘Ez heme Û ji xeynî min, yeka din tuneye. Ezê jinebî nemînim Û windabûna zarokan nebînim’ Niha bibihîze!
Tevî ku sêrbaziya te zêde ye Û remildariya te hêzdar e jî, Wê di rojekê de herdu, Windabûna zarokan û jinebîbûnê, Bi tevahî bi hev re bêne serê te.
“Çimkî tu bi xerabiya xwe ewle bûyî. Te got: ‘Tu kes min nabîne.’ Zanîn û şehrezabûna te tu şaş kirî. Loma te di dilê xwe de got: ‘Ez heme û ji xeynî min yeka din tuneye.’
Wê felaket were serê te Ku sêrbazên te nikarin dûr bixin. Wê bela bê serê te Ku tê nikaribî kefareta wê bidî. Wê helakbûna tu pê nizanî, Jinişkave bê serê te.
Niha berdewamiya remildarî Û sêrbaziya xwe ya zêde Ku te ji ciwaniya xwe ve Di ber de ked dane, bike. Belkî tu feydeya wan bibînî, Belkî tu mirovan bitirsînî.
Tu ji şîretên li te hatine kirin westiyayî. Bila stêrnas, kesên li ezmanan dinêrin Û kesên bi heyva nû tişta biqewime dibêjin, Niha rabin û te ji tiştên wê bên serê te rizgar bikin.
“Va ye, ew wekî pûşê ne, Wê agir wan bişewitîne. Wê nikaribin canê xwe ji destê pêtê rizgar bikin. Wê ev agir, ne ji bo xwegermkirinê teraf be Û ne jî, ji bo li ber rûniştinê be.
Kesên bi wan re ked didî Û ji zarokatiya xwe ve bi wan re didî û distînî, Wê ji bo te wiha bin. Hemû bi riya xwe ve herin. Kesê te rizgar bike wê tunebe.
“Ya Mala Aqûb, vê bibihîze! Hûn bi navê Îsraêl hatin gazîkirin, Ji ziriyeta Cihûdayê derketin, Bi navê Xudan sond dixwin Û gazî Xwedayê Îsraêl dikin, Lê ne bi rastî û dilsozî.
Çimkî hûn diyar dikin ku Hûn ji bajarê pîroz in Û xwe dispêrin Xwedayê Îsraêl. Navê wî Xudanê Karîndar e.
“Min tiştên berê ji demên berê ve gotin. Ji devê min derketin, Min ew dan bihîstin. Paşê min ew jinişkave kirin Û ew pêk hatin.
Ez bi serhişkiya te dizanim. Stûyê te, parsûya te hesin e, Eniya te ji tûnc e.
Min ji demên berê ve ev ji te re ragihand, Bêyî ku çêbin bi te da bihîstin Ku tu nebêjî ‘Pûtê min ev çêkirin, Pûtê min ê rijandî û qewirandî ev emir da.’
Te ev bihîstin, niha li hemûyan binêre. Ma tê ranegihînî? Ezê ji niha ve tiştên nû, Tiştên veşartî yên tu nizanî bi te bidim bihîstin.
Ew ne ji demên berê ve, Niha hatin afirandin. Beriya îro te ew nebihîstibûn Ku tu nebêjî: ‘Min ev zanibûn.’
Te tu caran nebihîstibû, tu caran nizanibû, Ji demên berê ve jî guhên te ne vekirî bûn. Çimkî min zanibû tu gelekî xayîn î Û hê ji zikmakî ve ji te re serhildêr dihate gotin.
Ji bo xatirê navê xwe Ez hêrsa xwe bi derengî dixim. Ji bo pesindana navê xwe Ez ji bo te xwe radigirim Ku te navêjim.
Va ye, min tu sefandî, lê ne wekî zîv. Min tu di êtûna tengasiyê de ceribandî.
Ez vê ji bo xwe, belê ji bo xwe dikim. Çima navê min bê mirdarkirin?! Ez rûmeta xwe nadim ên din.
“Ya Aqûb! Ya Îsraêlê ku min gazî kiriye, Guhdariya min bike! Ez ew im, pêşî û paşî jî ez im.
Bingeha dinyayê min bi destê xwe danî, Destê min ê rastê jî ezman pehn kir. Gava ez gazî wan dikim, Bi hev re li ber min disekinin.
“Hûn tev bicivin û bibihîzin! Ma ji nav wan kî ev dan bihîstin? Kesê ku Xudan jê hez dike, Wê daxwaza wî li dijî Babîlê pêk bîne Û wê zendê wî li ser Kildaniyan be.
Min got, belê min gazî wî kir. Min ew anî û wê di riya xwe de bi ser bikeve.
“Nêzîkî min bin, vê bibihîzin! Min ji destpêkê ve bi dizî negot Û ji roja ku pêk hat ve ez li wê derê bûm.” Niha Reb Xudan, min û Ruhê xwe dişîne.
Xudan, Pîrozê Îsraêl ê Rizgarkarê te wiha dibêje: “Xwedayê te Xudan ez im Ku ji bo te yê bikêr hînî te dike Û di riya tu diçiyê de te dimeşîne.”
“Xwezî te baş guhê xwe dabûya emrên min! Wî çaxî wê aştiya te wekî çeman Û edaleta te jî wekî sêlaka deryayê bûya.
Wî çaxî wê ziriyeta te wekî sêlakê Û şaxên te wekî libên sêlakê bûna. Wê navê wan nehata birîn, Li ber min tune nedibû.”
Ji Babîlê derkevin! Ji Kildaniyan birevin! Bi qîrîna şahiyê vê ragihînin, Bidin bihîstin, heta binê dinyayê belav bikin. Bêjin: “Xudan Aqûbê xulamê xwe rizgar kir!”
Gava wî ew li derên beriyê da meşandin Ew tî nebûn. Wî ji bo wan ji zinêr av herikand, Wî zinar qelaşt û av da pijiqandin.
Xudan dibêje: “Aştî ji xeraban re tuneye.”
Ya kesên keviyên deryayan, min bibihîzin! Ya neteweyên dûr, guhdarî bikin! Gava ez di zik de me, Xudan gazî min kir. Gava ez di zikê dayika xwe de bûm, navê min danî.
Wî devê min kir wekî şûrê tûj, Di siya destê xwe de ez veşartim. Wî ez kirim tîrekî biriqandî, Wî di tîrdanka xwe de ez veşartim.
Wî ji min re got: “Îsraêlo, tu xulamê min î, Ezê bi te rewnaqiya xwe diyar bikim.”
Lê min got: “Ez beredayî ji kedê qels bûm, Min hêza xwe pûç û vala telef kir. Lê heqê min li ba Xudan e Û xelata min li ba Xwedayê min e.”
Niha Xudan dibêje. Yê ku di zik de şikil daye min û ez kirim xulamê xwe ku Aqûb bi şûn de bînim ba wî û Îsraêl li ber wî bicivînim –çimkî di çavê Xudan de ez birûmet im û Xwedayê min bû hêza min–
wiha dibêje: “Tê bibî xulamê min Ku ne tenê eşîrên Aqûb ji nû ve li cihê wan danî Û Îsraêliyên saxmayî bi şûn ve anî, Lê ezê te ji miletan re bikim ronahî Ku rizgariya min bigihîje binê dinyayê!”
Xudanê Rizgarkarê Îsraêl û Pîrozê wî ji kesê ku milet wî kêm û wekî tiştekî kirêt dibînin, ji koleyê serweran re wiha dibêje: “Ji ber Xudanê dilsoz, pîrozê Îsraêl ku tu hilbijartî, Wê padîşah te bibînin û rabin ser lingan, Wê serek li ber te deverû herin erdê.”
Xudan wiha dibêje: “Min di dema razîbûnê de bersiv da te, Di roja rizgarkirinê de alîkariya te kir. Ezê te biparêzim Û ezê te wekî peyman bidim gel Ku tu welêt ji nû ve ava bikî Û mîrasên ku wêran bûne dîsa parve bikî.
Tê ji êsîran re bêjî: ‘Derkevin!’ Tê ji kesên di tariyê de ne re bêjî: ‘Xwe nîşan bidin.’ Wê li kêleka riyan biçêrin, Li her girê rût mêrgên wan hebin.
Wê tî û birçî nebin, Wê tav û bayê şewatê li wan nexe. Yê ku li wan tê rehmê Wê rê nîşanî wan bide Û bibe ser kaniyan.
Ezê hemû çiyayên xwe bikim rê, Wê riyên mezin ên min jî bilind bibin.
Va ye wê gelê min ji dûrî, Hinek jê ji bakur û rojava Û hinek jî, ji diyarê Sînîmê bên!”
Ezmano, ji kêfê biqîre! Erdo, şa be! Çiyano, bi şahî biqîrin! Çimkî wê Xudan gelê xwe teselî bike Û li bindestên xwe were rehmê.
Lê Siyonê got: “Xudan ez berdam, Reb ez ji bîr kirim.”
Lê Xudan got: “Ma jin dikare zarokê xwe Yê li ber şîr ji bîr bike? Gelo ma li ber kurê zikê xwe nakeve? Belkî ew jî, ji bîr bikin, Lê ezê te ji bîr nekim.
Va ye, min navê te li kefa destên xwe kola, Sûrên te hergav li pêş min in.
Kurên te dibezin û tên, Kesên ku te hildiweşînin û wêran dikin, Wê ji nav te derkevin û herin.
Çavê xwe bide derdora xwe û binêre, Ew hemû dicivin û tên ba te.” Gotina Xudan ev e: “Ez bi serê xwe kim, wê ew hemû bibin xemla te, Tê wekî bûkekê bi wan xwe bixemilînî.
“Warên te bûn xirbe û wêrane, Welatê te hat hilweşandin. Lê niha tê ji bo şêniyên xwe teng bibî Û wê kesên tu xwarî dûr bibin.
Zarokên ku di dema bêzarokiya te de hatin dinyayê, Wê di guhên te de bêjin: ‘Ev der ji me re teng e, Dereke ku em lê rûnin bide me.’
Wî çaxî tê di dilê xwe de bêjî: ‘Kê ev zarok ji min re anîn? Ez bêzarok û sêr bûm. Ez hatim derxistin û sirgûnkirin, Loma kê ev mezin kirin? Ez bi tena serê xwe mabûm, Gelo ev li ku bûn?’”
Reb Xudan wiha dibêje: “Va ye ezê bi destê xwe gazî miletan bikim, Ezê ala xwe ji bo hemû gelan bilind bikim Ku ew kurên te di hembêzên xwe de bînin Û keçên te li ser milê xwe hilgirin.
Wê padîşah ji te re bavîtiyê, Şahbanû ji te re dadikiyê bikin. Wê deverû herin erdê û toza lingên te bialêsin. Wê gavê tê bizanibî ku Xudan ez im Û kesên li benda min dimînin Wê neyên şermezarkirin.”
Ma talan dikare ji destê mêrxas bê standin, Ma dîlên zordar dikarin rizgar bibin?
Lê Xudan wiha dibêje: “Wê dîlên destê mêrxas esse bên standin, Wê talanê zordar bê rizgarkirin. Kesê dijberiya te bike, ezê dijberiya wî bikim. Ezê zarokên te rizgar bikim.
Ezê kesên li te zordariyê dikin, Goştê wan bi wan bidim xwarin. Çawa ku şeraba şîrîn vexwaribin, Wê bi xwîna xwe serxweş bibin. Wê hemû beşer bizanibin Ku Xudanê tu rizgar kiriye ez im. Rizgarkarê te, Hêzdarê Aqûb ez im.”
Xudan wiha dibêje: “Ka ew nivîsa jinberdanê? Ka yê ku min diya we pê berda? Min hûn firotin kîjan deyndarê xwe? Va ye hûn ji ber xerabiyên xwe hatin firotin, Ji ber serhildanên we diya we hat berdan.
Gava ez hatim çima kes tunebû? Çaxê min gazî kir, çima kesî bersiva min neda? Ma destê min ewqas kurt e Ku ez we xilas nekim? An hêza min tunebû Ku ez we rizgar nekim? Ez bi erzşikandina xwe deryayê ziwa dikim, Ez çeman dikim berî. Masiyên wan ji bêaviyê, Ji tîbûnê dimirin û bêhn didin.
Ez cilên reş li ezmanan dikim Û cilûbergên wan dikim çûx.”
Reb Xudan zimanê şagirtan da min Ku ez bizanibim bi peyva xwe Ji zilamê westa re bibim alîkar. Her sibe min hişyar dike, Ew guhê min hişyar dike Ku ez wekî şagirtan guhdarî bikim.
Reb Xudan guhê min vekir Û ez nebûm serhildêr. Min xwe neda alî.
Min pişta xwe da kesên ku li min xistin. Min rûçikê xwe da ber kesên ku rih kişandin, Min rûyê xwe ji şermê û tûkirinê veneşart.
Çimkî Reb Xudan alîkariya min dike, Loma ez rezîl nebûm. Loma ez ji biryara xwe nadim alî Û ez dizanim ku ezê neyêm şermezarkirin.
Yê ku min mafdar dertîne nêzîk e. Ma kî ji min dozdar e? Bila were em rûbirû bibin. Kî ye dozê li min vedike? Bila derkeve pêşberî min.
Va ye, wê Reb Xudan ji min re bibe alîkar, Ma ew kî ye ku min sûcdar dertîne? Va ye, wê hemû wekî cilan bibin pertal, Wê bizûz wan bixwe û biqedîne.
Kî di nav we de ji Xudan ditirse Û guhdariya dengê xulamê wî dike? Kesê ku di tariyê de diçe û ronahiya wî tuneye, Bila bi navê Xudan ewle be û xwe bispêre Xudan.
Lê hûn kesên ku êgir pêdixin Û bi çirûskan xwe radipêçin, Hûn hemû, di nav pêta agirê xwe de Û di nav çirûskên ku we pêxistine de bimeşin! Ya ku wê ji bo we ji destê min tê ev e: Hûnê di nav ezebê de razên.
“Ya kesên li pey rastiyê diçin Û li Xudan digerin, min bibihîzin! Li zinarê ku hûn jê hatine standin û necirandin, Li cihê ku hûn jê hatine kolan binêrin.
Li bavkalê xwe Îbrahîm, Li Saraya ku hûn anîne dinyayê binêrin. Çimkî gava Îbrahîm û ew tenê bûn, Min gazî wî kir. Lê min ew pîroz û zêde kir.”
Çimkî wê Xudan Siyonê teselî bike, Wê hemû wêraneyên wê teselî bike. Wê beriya wê bike wekî Êden, Wê berî û deştên wê bike wekî Bexçeyê Xudan. Wê li wê derê kêf û şahiyê, Spasî û dengê lavijan hebe.
“Ya gelê min, guhdariya min bike! Netewa min, guh bide min! Çimkî wê Şerîet ji min, Edaleta min wekî ronahiyê ji bo gelan bê.
Rastiya min nêzîk e, Rizgariya min hate meydanê. Wê zendên min serweriya gelan bikin. Wê kesên keviyên deryayan li benda min bin Û bi zendê min hêvî bikin.
Li ezmanan binêrin, Li jêr, li erdê jî çavên xwe vekin. Çimkî wê ezman wekî dûyê belav bibin Û erd wekî pertalan kevin bibe. Wê şêniyên wê jî wekî mêşan bimirin. Lê wê rizgariya min herheyî be Û rastiya min neyê şikandin.
“Ya hûn ên bi rastiyê dizanin, Gelê ku Şerîeta min di dilê wî de ye, Min bibihîzin! Ji riswatiyên mirovan netirsin, Li ber tinazên wan neşikên.
Çimkî wê bizûz wan wekî cilan Û kurm wan wekî hiriyê bixwin. Lê wê rastiya min herheyî be, Rizgariya min ji bo hemû nifşan bimîne.”
Hişyar be! Hişyar be! Ya zendê Xudan, hêzê li xwe bike! Wekî rojên qedîm, Wekî dema nifşên berê hişyar be! Ma yê ku Rahavê perçe kir Û cinawirê deryayê birîndar kir ne tu bûyî?
Ma yê ku deryayê, avên deryayê kûr û ziwa kir, Yê ku binê deryayê kir rê Ku kesên rizgar bûne derbas bibin, ne tu yî?
Wê kesên Xudan rizgar kirine vegerin Û bi stranan werin Siyonê. Wê şahiya herheyî li ser serê wan be. Wê bigihîjin kêf û şahiyê Û wê nalîn û keder bireve û here.
“Ez im, yê ku we teselî dike ez im. Loma çima tu ji mirovê ku wê bimire, Ji kurê mirovan ê ku wê bibe wekî giyê, ditirsî.
Xudanê Afirînerê te ezmanan tikandiye Û bingeha dinyayê daniye, te ji bîr kir. Her roj, erê hergav Tu ji ber xezeba zordar ditirsî Ku ji bo wêrankirinê xwe amade dike ditirsî. Lê ka xezeba zordar li ku ye?
Wê kesê eziyetbûyî zû bê berdan. Wê nemire, wê danekeve çalê, Wê bênan nemîne.
Çimkî Xwedayê te Xudan ez im, Ez deryayê li hev didim ku pêlên wê bikin xuşîn.” Navê wî Xudanê Karîndar e.
“Min peyvên xwe kirin devê te Û tu di bin siya destê xwe de nixamtî. Min ezman bicih kirin, Min bingeha dinyayê danî Û ez ji Siyonê re jî dibêjim: ‘Tu gelê min î.’”
Rabe! Rabe! Ya Orşelîm, rabe ser lingan! Te ji destê Xudan, Ji kasa xezebê ya wî vexwar. Te şerbika sersemiyê heta ritama wê vexwar û qedand.
Di nav hemû kurên ku Orşelîm aniye dinyayê de, Kesê rê nîşanî wê bide tuneye. Di nav hemû kurên ku wê mezin kiriye de, Kesê bi destê wê bigire tuneye.
Ev du tişt hatin serê te, Ka wê kî ji bo te şînê bike? Şikestin û hilweşandin, xela û şûr hatin, Ka ez çawa te teselî bikim?
Kurên te ji hiş çûne. Ew wekî xezalên dafikan, Li ser serê her kuçeyan ketine. Bi xezeba Xudan, Bi erzşikandina Xwedayê te têr bûne.
Loma ya bindesto, bibihîze! Ya serxweşo, lê ne serxweşê şerabê!
Rebê te Xudan, Xwedayê te ku li doza gelê xwe dinêre wiha dibêje: “Va ye min kasa sersemiyê ji destê te stand, Tê êdî ji şerbika xezeba min venexwî.
Ezê wê bidim destê zordarên te. Kesên ji te re got: ‘Xwar bibe, emê pê li te bikin û derbas bin’ Û te pişta xwe kir wekî axê, Kir wekî rê ku ew derbas bibin.”
Hişyar be! Hişyar be! Ya Siyon, hêza xwe li xwe bike! Ya Orşelîm, bajarê pîroz! Cilên xwe yên xweşik li xwe bike! Çimkî wê kesên qirêj û bêsinet, Êdî nekevin hundirê te.
Toza li ser xwe daweşîne! Ya Orşelîma êsîr rabe! Ya Siyona keça êsîr, Werîsên stûyê xwe derxe!
Çimkî Xudan wiha dibêje: “Hûn hatine firotin, Lê hûnê bêpere bên rizgarkirin.”
Reb Xudan wiha dibêje: “Dema berê gelê min daket Misrê Ku li wir bi xerîbî bimînin, Aşûriyan jî bêsedem zor lê kir.”
Lê niha gotina Xudan ev e: “Gelê min beredayî hilanîn û birin, Ma karê min li vir çi ye? Serwerên wan dikin zarîn, Hergav, tevahiya rojê navê min tê kêmkirin.” Ev e gotina Xudan.
“Loma wê gelê min navê min nas bike. Loma wê rojê, wê bizanibe ku Yê ku dibêje: ‘Ez im,’ va ye ez im.”
Lingên mizgînvanê serê çiyê çiqas xweşik in Ku peyva aştiyê dide bihîstin, Mizgîniya qenciyê tîne Rizgariyê dide bihîstin Û ji Siyonê re dibêje: “Xwedayê te serweriyê dike!”
Dengek tê! Nobedarên te dengê xwe bilind dikin, Bi hev re ji kêfan diqîrin. Çimkî vegera Xudan a Siyonê Bi çavên xwe dibînin!
Ya wêraneyên Orşelîmê! Rabin, bi hev re ji kêfan biqîrin! Çimkî Xudan gelê xwe teselî kir, Orşelîmê rizgar kir.
Xudan li ber çavê hemû miletan Zendê xwe yê pîroz hilda. Hemû mirovên binê dinyayê jî Wê rizgarkirina Xwedayê me bibînin.
Xwe bidin alî, xwe bidin alî! Ji wê derê derkevin Û dest nedin tiştê qirêj. Ya kesên ku taximên Xudan hildigirin! Ji nav wê derê derkevin Û xwe paqij bikin.
Çimkî hûnê bi lez dernekevin, Hûnê bi rev neçin. Çimkî wê Xudan li pêşiya we here, Xwedayê Îsraêl wê parêzvanê li pey we be.
Va ye, wê xulamê min bi ser bikeve. Wê bê rakirin û bilindkirin, Wê gelek berz be.
Çawa ku gelek kes ji bo wî şaş û metel man –Çimkî dîtina wî ji ya mirovan Û dirûvê wî ji yê mirovan ewqas xera bû–
Wê gelek miletan şaş bike, Wê padîşah devê xwe ji ber wî bigirin. Çimkî wê ya ku ji wan re nehatiye gotin, bibînin Û ya ku nebihîstine, fêm bikin.
Kê baweriya xwe bi xebera me anî? Zendê Xudan ji kê re xuya bû?
Ew li hizûra wî wekî şaxekî teze, Wekî koka li axa ziwa mezin bû. Ne bedewiya wî, ne jî rewnaqiya wî hebû Ku em lê binêrin. Di dîtina wî de tiştekî dilê me herê tunebû.
Ji aliyê mirovan ve Ew hat kêmkirin û redkirin. Mirovê êş û eleman bû, Nexweşî nas kirin. Wekî zilamê ku mirov rûyê xwe jê vedişêrin, Ew hat kêmkirin. Me qedir neda wî.
Bi rastî wî nexweşiyên me hildan, Êş û elemên me hilgirtin. Lê me hesab kir bela lê hatî, Em fikirîn ku Xwedê lê xist û eziyet kir.
Lê ew ji ber neheqiyên me birîndar bû, Ji ber sûcên me perçiqî. Cezayê ji bo aştiya me, Bi ser wî de hat. Me bi birînên wî şifa dît.
Me hemûyan wekî pêz riya xwe şaş kir, Her yekî ji me ber bi riya xwe ve çû. Lê Xudan sûcê me hemûyan xist stûyê wî.
Tadayî û eziyet lê hat kirin, Lê wî devê xwe venekir. Wekî berxekî ku dibin serjêkirinê, Wekî miya li ber hevringkirinê bêziman e, Wî devê xwe venekir.
Ew bi xedarî hat dadbarkirin û birin, Di nifşê wî de kî fikirî Ku ji ber asîbûna gelê min, Ew hat lêxistin û ji diyarê zindiyan avêtin.
Tevî ku zordarî nekiriye Û hîle ji devê wî derneketiye, Gora wî li ba xeraban çêkirin, Di mirina xwe de li ba dewlemendan bû.
Lê Xudan ji perçiqandina wî razî bû, Wî xwest ew were eziyetkirin. Çimkî gava canê wî bû pêşkêşiya berdêlê, Wê ziriyeta xwe bibîne û emrê wî dirêj be. Wê armanca Xudan di destê wî de pêşve here.
Wê ji keda ruhê xwe Ronahiyê bibîne û têr bibe. Wê xulamê min ê rast, Gelekan bi zanîna xwe rast bike Û sûcên wan hilde ser xwe.
Loma ezê bi mezinan re parekê bidim wî, Wê talên bi hêzdaran re parve bike. Çimkî wî canê xwe da ber mirinê, Bi serhildêran re hat hejmartin. Lê wî gunehê gelekan hilgirt Û ji bo wan serhildêran lava kir.
“Ya jina kordunde, ji kêfê biqîre! Ya ku zarok neanîn! Ya ku êşa zarokanînê nekişand, Bi şahî û bi dengê bilind biqîre! Çimkî wê kurên jina wêranbûyî, Ji kurên jina bi mêr pirtir bin” dibêje Xudan.
“Cihê konê xwe fireh bike, Bila perdeyên konên te bên ragirtin. Xwe nede paş. Qeytanên xwe dirêj bike, Singên xwe qewîn bike.
Çimkî tê bi milê çep û rastê ve berfireh bibî. Wê ziriyeta te miletan ji xwe re bike milk Û li bajarên ku wêran bûye, rûne.
“Netirse, tê şermezar nebî! Şerm neke, tê rûreş nebî! Çimkî tê şerma ciwaniya xwe ji bîr bikî Û riswatiya jinebîbûna xwe careke din bi bîr neyînî.
Çimkî mêrê te Afirînerê te ye, Navê wî Xudanê Karîndar e. Rizgarkarê te Pîrozê Îsraêl e, Ewê ku jê re tê gotin, Xwedayê tevahiya dinyayê.
Çimkî Xudan, wekî jina berdayî û dilêş, Wekî jina di ciwaniyê de zewicî lê hat redkirin, Gazî te kir” Xwedayê te dibêje.
“Min ji bo demeke kurt tu berdayî, Lê ezê te bi rehma mezin bicivînim.
Min bi lehiya xezebê Ji bo demeke kurt rûyê xwe ji te veşart, Lê ezê bi dilovaniya herheyî li te werim rehmê” dibêje Rizgarkarê te Xudan.
“Çimkî ji bo min, ev wekî tofana Nûh e. Çawa ku min sond xwar ku Wê tofana Nûh careke din li ser dinyayê ranebe, Min sond xwar ku Ezê li dijî te hêrs nebim, Ezê careke din erzê te neşikênim.
Dibe ku çiya ji cihê xwe rabin Gir jî bihejin. Lê wê dilovaniya min ji ser te ranebe, Peymana min a aştiyê naheje” Xudanê ku li te tê rehmê dibêje.
Bindesto! Bajarê ku bi ber bahozê ketiye Û teselî nedîtiye! Ezê bi xerca rengxweş kevirên te bi cih bikim, Ezê bi kevirên lapîs bingehên te deynim.
Ezê bi aqûtan bircên te, Bi cewherên sor dergehên te Û bi kevirên hêja sûrên te çêkim.
Wê hemû kurên te şagirtên Xudan bin, Wê aştiya kurên te gelek be.
Tê bi edaletê xurt, Ji zordestiyê dûr bî. Tê qet netirsî. Wê helakbûn ji te dûr be, Wê qet nêzîkî te nebe.
Va ye, heke kesekî êrîş dike hebe, Ew ne ji aliyê min e. Her kesê êrîşê te bike, Wê ji ber te têk here.
“Va ye, hosteyê ku pif dike agirê komirê Û li gorî karê xwe çekan çêdike, min afirand. Kesê xera û helak dike jî min afirand.
Tu çekeke ku li dijî te bê çêkirin Wê bi kêr neyê. Hemû zimanê ku di dadbarkirinê de li dijî te rabe Tê sûcdar derînî. Ev e mîrasa kesên ji Xudan re xulamiyê dikin, Rûspîtiya wan ji min e.” Ev e gotina Xudan.
“Ya her kesên ku tî bûne, werin avê! Ya kesên bêpere! Werin, bikirin û bixwin! Werin! Bêpere û bêbergîdan Şîr û şerabê bikirin!
Hûn çima pereyê xwe ji bo tiştê ku ne nan e didin? Hûn çima keda xwe ji bo tiştê ku têr nake dirijînin? Baş min bibihîzin! Bila hûn tiştên qenc bixwin, Bila bi xwarina dewlemendan canê we zewqê bistîne.
“Guh bidin, werin ba min. Bibihîzin ku canê we bijî! Ezê peymaneke herheyî bi we re çêkim, Ji bo xatirê dilovaniya min a dilsoz a ji Dawid re.
Va ye, min ew kir şahid ji bo neteweyan, Min ew kir serwer û fermandar ji bo neteweyan.
Va ye, tê gazî miletekî bikî ku te nas nake. Miletê ku bi te nizane, Wê ji bo Xwedayê te Xudan, Ji bo Pîrozê Îsraêl baz bidin werin ba te. Çimkî Xudan tu birûmet kirî.”
Hê ku fersenda dîtina wî heye, li Xudan bigerin, Hê ku nêzîk e gazî wî bikin.
Bila kesê xerab dev ji riya xwe, Bila kesê neheq dev ji fikrên xwe berde. Bila ew li Xudan vegerin Ku ew li wan were rehmê. Bila ew li Xwedayê me vegerin, Çimkî wê bi zêdebarî bibexişîne.
“Çimkî fikrên min ne fikrên we ne Û riyên we ne riyên min in.” Ev e gotina Xudan.
“Çimkî çawa ku ezman ji erdê bilind in, Riyên min ji riyên we, Fikrên min ji fikrên we bilindtir in.
Çawa ku berf û baran ji ezmanan tê xwarê Û bêyî ku erdê av bide nazivire jorê ku Bihêle erd şîn bibe û ber bide, Tov dide cotkaran û nan dide kesên dixwin,
Wê peyva ji devê min derdikeve jî wisa be. Wê vala nezivire ba min, Lê wê daxwaza min pêk bîne Û di karê ku min dayê de bi ser bikeve.
“Hûnê esse bi şahî derkevin Û Bi xêr û silamet rêberiya we bê kirin. Wê gir û çiya li pêş we bi şahî biqîrin, Wê hemû darên mêrgan li çepikan bixin.
Wê di şûna devî û diriyan de çam, Di şûna gezgezkê de dara mêrsînê şîn bibe. Wê ev yek ji bo Xudan bibe nav û deng, Bibe nîşaneke herheyî ku nayê avêtin.”
Xudan wiha dibêje: “Heqiyê biparêzin û edaletê pêk bînin. Çimkî rizgarkirina min nêzîk e Û wê edaleta min xuya be.
Xwezî bi wî mirovî Ku vê yekê pêk tîne û qewîn pê digire. Xwezî kurê mirovan yê ku Roja Septê digire, Mirdar nake û xwe ji her cure xerabiyê dûr dixe.”
Bila her xerîbê ku xwe bi Xudan ve girê daye, nebêje: “Wê Xudan esse min ji gelê xwe veqetîne.” Bila tu nemêr jî nebêje: “Ez dareke hişk im.”
Çimkî Xudan wiha dibêje: “Ji nemêrên rojên min ên Septê digirin, Tiştên ku dilê min jê xweş in hildibijêrin Û qewîn bi peymana min digirin re
Ezê wan li mala xwe, Di nav dîwarên xwe de, Nav û cihekî bîranînê bidim wan Ku ji ya kur û keçan çêtir in. Ezê navekî herheyî bidim wan ku nayê avêtin.
“Xerîbên ku xwe bi Xudan ve girê dabûn Ku jê re xizmetê bikin, Ji navê Xudan hez bikin Û bibin xulamên wî, Erê, her xerîbê Roja Septê digire, mirdar nake Û bi peymana min qewîn digire,
Ezê wan bînim çiyayê xwe yê pîroz Û li mala xwe ya duayê şa bikim. Wê qurbanên wan ên şewitandinê û qurbanên wan ên din Li ser gorîgeha min bên qebûlkirin. Çimkî wê ji mala min re, Mala duayê bê gotin Ku ji bo hemû miletan e.”
Gotina Reb Xudan ê ku sirgûnên Îsraêl dicivîne, ev e: “Ji xeynî kesên êdî civiyane, Ezê kesên din jî bi ser wan de bicivînim.”
Ya hemû heywanên çolê, Ya hemû heywanên daristanan werin bixwin!
Nobedarên Îsraêl kor in, Hemû nezan in. Wekî seyên bêziman in, Hemû nikarin biewtin. Radizin û xewnan dibînin Ji xewê hez dikin!
Rast e, ev se têrnexwar in, Nizanin têrbûn çi ye. Ew şivanên nezan in. Gava her kesî qezenc kir, Hemûyan da ser riya xwe.
Ew dibêjin: “Werin em şerabê bînin Û têra xwe meyê vexwin. Wê sibê jî wekî îro be Û wê gelekî zêdetir be.”
Zilamê rast tune dibe, Lê kesek naxe dilê xwe. Mirovên dilsoz ji vê dinyayê têne standin Lê kesek fêm nake. Çimkî mirovê rast yê ku ji vê dinyayê tê standin Ji xerabiyê rizgar dibe
Û dikeve nava aştiyê. Kesên di riya heqiyê de meşiyane, Di gora xwe de jî wê rihet razên.
Lê hûn, kurên jina sêrbaz, Ziriyeta zinakar û fahîşeyan, Nêzîkî vir bibin!
Hûn tinazên xwe bi kê dikin? Hûn li dijî kê devê xwe vedikin Û zimanê xwe derdixin? Ma hûn ne zarokên serhildêran Û ziriyeta derewan in?
Ma hûn di nav darberûyan de, Di bin her dara şîn de fahl nabin. Di geliyan de, di bin qelîştokên zinaran de Zarokên xwe nakin qurban?
Para te ji nav pûtên ji kevirên pehn ên gelî ye, Erê, ew nesîbê te ye! Te pêşkêşiya rijandinê ji wan re rêt, Pêşkêşiya dexlê anî, Ma ez wan efû bikim?
Te nivîna xwe li ser çiyayekî mezin û bilind danî, Ji bo serjêkirina qurbanê tu hilkişiyayî wê derê jî.
Te nîşana xwe danî pişt derî û kêleka deriyan, Te dev ji min berda û nivîna xwe vekir, Tu berjor bûyî û te nivîna xwe fireh kir. Te ji bo xwe bi wan re bazarî kir. Te ji nivîna wan hez kir. Te tazîbûna wan dît.
Tu bi rûnên bêhnxweş çûyî ba Molekê îlah Û te bêhnên xwe zêde kirin, Te qasidên xwe şandin derên dûr, Te heta diyarê miriyan xwe nizim kir.
Tu bi riyên dirêj westiyayî, Lê te negot: “Pûç e.” Te hêza xwe teze kir, Loma tu qels nebûyî.
Ma tu ji kê tirsiyayî û ketî nava mitalan Ku tu derewan dikî? Ma tu çawa min bi bîr nayînî Û vê yekê naxî dilê xwe? Gelo ji ber ku ez demeke dirêj hiş bûm, Tu ji min natirsî?
Ezê rastî û karên te bînim ber çavên xwe, Lê wê bi kêrî te neyên.
Gava te kir hewar, Pûtên te dane hev, bila te rizgar bikin. Wê ba wan hemûyan hilîne, Wê hilmek wan bi xwe re bibe. Lê kesê xwe dispêre min, Wê welat ji xwe re bike milk Û çiyayê min ê pîroz mîras bistîne.
Xudan dibêje: “Axê kom bikin, axê kom bikin, rê amade bikin, Astengan ji ser riya gelê min rakin.”
Çimkî Yê berz û bilind, yê ku her û her heye û navê wî pîroz e, wiha dibêje: “Ez hem li dera bilind û pîroz rûdinim Û hem jî bi kesên şikestî û nefsbiçûk re me. Ez ruhê nefsbiçûkan Û dilşikestiyan nû bikim.
Çimkî ez her û her nabim dozdar Û ez hergav hêrs nabim. Yan na kesên min can û ruhên wan afirandine, Wê xwe li ber min ranegirin.
Ez ji ber qezenca neheq a wan hêrs bûm, Min li wan xist, rûyê xwe nixamt û ez hêrs bûm. Lê dîsa serhişkî kirin û dane ser riya xwe.
“Min riyên wan dîtin, lê ezê şifayê bidim wan. Ezê rêberiya wan bikim. Ezê bi teseliyê bergîdana wan bidim, Kesên ji wan şînê dikin jî ezê teselî bikim.
Yê ku fêkiyê lêvan diafirîne ez im.” Xudan dibêje: “Aştî li ser yê ku dûr e Û aştî li ser yê ku nêzîk e. Ezê şifayê bidim hemûyan.”
Lê xerab wekî deryayê ne ku diçeliqe û nasekine. Ava wê herî û pîsiyê davêje derve.
Xwedayê min dibêje: “Aştî ji xeraban re tuneye.
“Bi dengê bilind gazî bikin, Xwe nedin paş! Dengê xwe wekî boriyê bilind bikin! Ji gelê min re serhildana wî Û ji Mala Aqûb re gunehên wî bibêjin.
Dîsa jî her roj ew li min digerin Û dilê wan bi zanîna riyên min xweş dibin. Wekî miletekî ku rastiyê pêk aniye Û dev ji hikmên Xwedê bernedaye, Ew ji min hikmên rast dixwazin Û dilê wan bi nêzîkbûna Xwedê xweş dibin.
Dibêjin: ‘Em rojî digirin, Çima tu nabînî? Me canê xwe nizim kir, Çima tu pê nizanî?’ “Va ye, di roja hûn rojî digirin de, Hûn li pey kêfa xwe ne Û zorê li hemû karkerên xwe dikin.
Va ye, hûn bi tenê ji bo şer û pevçûnê, Bi tenê ji bo bi kulma xerabiyê lêxin rojî digirin. Bi vê rojîgirtina wekî îro, Wê li ezmanan dengê we neyê bihîstin.
Ma rojiya ku min hilbijart ev bû? Ma roja ku mirov canê xwe nizim dike, wiha dibe? Ma divê mirov wekî zilê, serê xwe bitewîne Û li ser çûx û xweliyê rûne? Ma ji vê re hûn dibêjin rojî Û roja ku Xudan razî dibe?
Ma rojiya ku min hilbijart ne ev e? Sistkirina werîsên xerabiyê, Vekirina nîran, berdana bindestan Û şikandina her cure nîran ne ev e?
Ma bi birçiyan re parîkirina nên, Li mala xwe hewandina bindestên bêmal, Cilûbergkirina kesên tazî ku hûn dibînin Û bi merivên xwe re alîkarîkirin ne ev e?
Wî çaxî wê ronahiya we wekî seherê derkeve, Hûnê zû şifayê bibînin. Wê rastiya we li pêşiya we here, Wê rûmeta Xudan parêzvanê li pey we be.
Wî çaxî gava hûn bikin gazî, Wê Xudan bersiva we bide. Hûnê bikin hewar Û wê bêje: ‘Va me ez!’ “Heke hûn nîr, Nîşandana tiliya xwe Û gotina xerab ji nava xwe rakin,
Heke hûn bidin kesên birçî Û canê bindestan têr bikin, Wî çaxî wê ronahiya we ji nav tariyê derkeve, Wê taristana we bibe wekî tava danê nîvro.
Wê Xudan hergav rê nîşanî we bide, Li erdên ziwa canê we têr bike, Hestiyên we asê bike Û hûnê bibin wekî bexçeyeke avî, Hûnê bibin wekî kaniyeke ku ava wê naçike.
“Wê kesê ji te, wêraneyên kevin ava bike, Tê li ser bingeha nifşan bilind bikî. Wê ji bo te: ‘Dagirtiyê qelîştokên dîwêr, Avakarê kuçeyên ku niştecih tê de rûnin’ bê gotin.
“Heke tu Roja Septê binpê Û di roja min a pîroz de daxwaza dilê xwe nekî, Heke tu ji Roja Septê re: ‘Xweş e’ Û ji roja Xudan a pîroz re: ‘Birûmet e’ bêjî, Heke tu rûmetê bidî wê rojê, di riya xwe de nemeşî, Nedî pey daxwaza dilê xwe û gotinên vala nekî,
Wê gavê wê dilê te bi Xudan xweş be, Ezê te derxim derên bilind ên dinyayê. Ezê mîrasa Aqûbê bavkalê te Bi te bidim xwarin.” Çimkî devê Xudan wiha gotiye.
Va ye, destê Xudan ne kin e ne ku rizgar neke, Guhê wî ne giran e ku nebihîze.
Ya ku hûn ji Xwedayê we veqetandin, Neheqiyên we ne. Gunehên we rûyê wî ji we veşart Ku ew nebihîze.
Çimkî destên we bi xwînê, Tiliyên we bi neheqiyê qirêj bûn. Lêvên we derew kirin, Zimanê we pistepista xerabiyê dike.
Kesê doza rast dike, Kesê ji bo edaletê diçe dîwanê nemaye. Ew bi valahiyê ewle ne û derewan dikin, Ew bi derdên kesên din avis in û xerabiyê tînin.
Ew ji hêkên koremaran têjikan dertînin, Konikê pîrê dihonin. Kesên ji hêkên wan dixwin, dimirin, Ji hêka ku dişikê têjikê tîremar derdikeve.
Ji konikên wan cil dernakeve, Ya ku çêdikin mirov nanixême. Karên wan xerabî ne, Kirinên wan ên zordarî di destê wan de tên dîtin.
Lingên wan ber bi xerabiyê ve dibezin, Ber bi rijandina xwîna bêsûcan ve dilezînin. Fikrên wan, fikrên xerabiyê ne, Şikestin û hilweşandin li ser riya wan e.
Ew riya aştiyê nizanin Û li ser rêçikên wan edalet tuneye. Wan rêçikên xwe xwar kirin, Her kesê li ser wan diçe aştiyê nizane.
Loma edalet ji me dûr e, Rastî nagihîje me. Em li hêviya ronahiyê ne, Lê va ye tarî! Em li hêviya çirûskê ne, Lê di taristanê de dimeşin.
Em wekî koran bi dest û lepan li dîwaran digerin, Çawa ku kesên çavên wan tunene lêdikolin. Nava rojê çawa em di şevereşê de ne, diterpilin. Em di nav kesên hêzdar de Wekî miriyan in.
Em hemû wekî hirçan dikin miremir, Wekî kevokan pir dinalin. Em li hêviya edaletê ne, lê tuneye. Em li hêviya rizgariyê ne, lê ji me dûr e.
Çimkî serhildanên me li ber te zêde bûn, Gunehên me li dijî me şahidiyê dikin. Çimkî serhildanên me li ba me dimînin, Em bi neheqiyên xwe dizanin.
Me li dijî Xudan înkar û serhildan kirin, Me dev ji riya Xwedayê xwe berda. Em gotinên zordestî û asîtiyê dikin, Em bi peyvên bi hîle avis dibin.
Edalet zivirandin û rastî li dûrî disekine. Çimkî dilsozî li meydana bajêr terpilî, Heqî nikare bikeve hundir.
Erê dilsozî kêm bû, Kesê dev ji xerabiyê berdide tê şelandin. Xudan dît û nebûna edaletê di çavê wî de xerab hat.
Wî dît ku kes tuneye, Ew şaş û metel ma ku navberkarekî tunebû. Loma wî bi zendê xwe rizgarî anî, Rastiya wî jê re bû piştgirî.
Wî edaletê wekî zirx li xwe kir Û kumzirxê rizgariyê kir serê xwe. Wî cilê tolstandinê wekî cilûberg li xwe kir Û xîretê wekî xiftan li xwe pêça.
Li gorî karên wan wê bergîdan bide her kesan. Wê xezeb para dijminên wî, Ceza para neyarên wî bikeve. Wê bergîdana kesên keviyên deryayan jî bide.
Wê kesên rojava ji navê Xudan, Kesên rojhilat jî, ji rûmeta wî bitirsin. Çimkî wekî avên geliyê teng, wê zû were, Wekî avên ku hilma Xudan ew dajo.
“Wê rizgarkar were Siyonê, Wê were ba kesên Aqûb ku dev ji serhildanê berdidin.” Ev e gotina Xudan.
Xudan dibêje: “Peymana min a bi wan re ev e: Ruhê min ê li ser te Û gotinên min ên min xistine devê te, Wê ji niha heta herheyî Ne ji devê te, ne ji devê ziriyeta te, Ne ji devê ziriyetên ziriyeta te bikevin.” Xudan ev yek dibêje.
“Rabe bibiriqe! Çimkî ronahiya te hat. Rûmeta Xudan bi ser te ve hilat.
Va ye, wê tarî dinyayê bipêçe, Wê taristan neteweyan binixême. Lê wê Xudan bi ser te ve wekî zeraqê derkeve Û rûmeta wî li ser te xuya bike.
Wê milet werin ronahiya te, Wê padîşah werin biriqîna zeraqa te.
“Çavê xwe bide derdora xwe binêre, Hemû civiyane û tên ba te. Wê kurên te ji dûrî ve bên Û keçên te li ser piştê bên hilgirtin.
Wî çaxî tê bibînî û wê rûyê te bibiriqe, Wê dilê te lêxe û fireh bibe. Çimkî wê dewlemendiya deryayê bibe ya te, Wê serweta miletan were ba te.
“Wê gelek keriyên deveyan, Wê deveyên ciwan ên Mîdyan û Eyfayê welatê te binixêmin, Wê her Sebayî were. Wê zêr û guniyê bînin Û mizgîniya pesindana Xudan bidin.
Wê hemû pezên Qêdarê li ba te bicivînin, Wê beranên Nevayotê bi kêrî te werin. Wê di gorîgeha min de qebûl bin Û ezê berziya mala xwe zêdetir bikim.
“Ew kî ne ku wekî ewran difirin, Wekî kevokên diçin hêlînên xwe?
Wê kesên keviyên deryayan jî li hêviya min bin. Wê pêşî gemiyên Tarşîşê werin! Wê kurên te ji dûrî, Bi zêr û zîvên wan re, Ji bo xatirê navê Xwedayê te Xudan, Ji bo Pîrozê Îsraêl bînin. Çimkî wî berzî û rûmet da te.
“Wê xerîb dîwarên te çêkin Û padîşahên wan xizmeta te bikin. Çimkî min bi xezeba xwe tu xistî, Lê ezê ji te razî bim û li te werim rehmê.
Wê deriyên te hergav vekirî bin, Wê ne bi şev, ne jî bi roj bên girtin Ku milet tevî padîşahên xwe di pêş de Serweta xwe bînin ba te.
Çimkî welat û padîşahiyên Ku ji te re xulamiyê nekin, wê tune bibin. Wê ew milet bi tevahî helak bibin.
“Darên çam, çinar û spîndarên ku rûmeta Lubnanê ne, Wê hemû bi hev re bên ba te Û cihê Pîrozgeha min xweşik bikin. Ezê cihê lingên xwe birûmet bikim.
Wê kurên zordarên te Werin û serê xwe li ber te bitewînin. Hemû kesên ku tu kêm dîtî, Wê xwe bavêjin ber lingên te Û wê ji te re bêjin: ‘Bajarê Xudan, Siyona ku ya Pîrozê Îsraêl e.’
“Tevî ku tu hatî berdan û nefretkirin, Tevî ku kesê di te re derbas dibe nema jî, Ezê te bikim cihê rewnaqiya herheyî Û şahiya hemû nifşan.
Tê şîrê miletan bimijî, Tê pêsîra padîşahan bimijî. Tê bizanibî ku min tu xilas kirî, Ez Xudan, hêzdarê Aqûb, rizgarkarê te me.
Ezê di şûna tûnc de zêr, Di şûna hesin de zîv bînim. Ezê di şûna darê de tûnc, Di şûna kevir de hesin bînim. Ezê aştiyê bikim serwerê te Û edaletê bikim serkarê te.
Êdî wê li welatê te zordarî, Li sînorên te şikestin û hilweşandin neyê bihîstin. Tê navê dîwarên xwe bikî rizgarî Û navê dergehên xwe bikî pesindan.
“Êdî wê roj nebe ronahiya te ya bi roj, Wê êdî biriqîna heyvê ronahiyê nede te. Lê wê Xudan bibe ronahiya te ya herheyî, Wê Xwedayê te bibe berziya te.
Êdî wê roja te neçe ava Û heyva te xwe nede alî. Çimkî wê Xudan bibe ronahiya te ya herheyî, Wê rojên te yên şînê xilas bin.
Wê tevahiya gelê te kesên rast bin, Wê welêt bikin mîrasa herheyî. Ew in şaxên ku min danîne, Ew in karên destê min Ku ezê berziya xwe nîşan bidim.
Wê malbata biçûk hezar kes be, Ya herî biçûk wê bibe miletekî hêzdar. Ez Xudan, gava wext hat, Ezê zûka pêk bînim.”
Ruhê Reb Xudan li ser min e, Çimkî Xudan ez kifş kirim. Wî ez şandim ku mizgîniyê bidim bindestan, Birîna dilşikestiyan bipêçim, Azadiyê ji êsîran re Û vebûna zîndanê ji girtiyan re diyar bikim,
Sala razîbûna Xudan Û roja tolstandina Xwedayê me diyar bikim, Hemû şîndaran teselî bikim,
Alîkariya şîndarên Siyonê bikim Di şûna xweliyê de, tacê deynim serê wan, Di şûna şînê de, rûnê şahiyê bidim wan Û di şûna ruhgiraniyê de, cilê pesindanê bidim wan. Wê ji wan re darberûyên rastiyê bê gotin, Şaxên ku Xudan danîne Ku berziya wî nîşan bidin.
Wê xirbeyên qedîm ava bikin, Wêraneyên salên berê dîsa çêkin. Wê bajarên ku xera bûne, Wêraneyên nifş bi nifş mane nû bikin.
Wê xerîb bisekinin û pezê we biçêrînin, Wê kurên xerîban bibin cotkar û rezvanên we.
Wê ji we re kahinên Xudan bê gotin, Wê ji we re xizmetkarên Xwedayê me bêjin. Hûnê serweta miletan bixwin Û bi dewlemendiya wan hûnê pesnê xwe bidin.
Wê li şûna şerma we, para we du qat be, Li şûna riswakirinê, hûnê li ser para xwe ji kêfan biqîrin. Loma hûnê li welatê xwe bibin xweyî du qat mîras Û wê şahiya we her û her be.
“Çimkî ez Xudan, ez ji edaletê hez dikim Û ji xerabî û neheqiyê nefret dikim. Ezê bi dilsozî heqdestê wan bidim, Ezê bi wan re peymaneke herheyî çêkim.
Wê ziriyeta wan di nav miletan de, Şaxên wan di nav gelan de bên zanîn. Hemû kesên wan bibînin, Wê bizanin ku ew ji wê ziriyetê ne Ku Xudan ew pîroz û bereket kiriye.”
Ezê bi Xudan gelek dilgeş bim, Wê canê min bi Xwedayê min şa be. Çimkî çawa ku zava tacegulê dide serê xwe Û bûk bi zînetên xwe tê xemilandin, Wî cilên rizgariyê li min kirin, Bi xiftanê rastiyê ez nixamtim.
Çawa ax şaxên xwe dide Û bexçe tovê lê hatiye reşandin dertîne, Wê Reb Xudan jî li ber hemû miletan, Rastî û pesindanê wisa derîne.
Heta rûspîtiya wê wekî biriqîna rojê Û rizgarbûna wê wekî xetîreyeke pêxistî derkeve, Ezê ji bo xatirê Siyonê bêdeng nemînin, Ji bo xatirê Orşelîmê rihet nebim.
Wê milet rûspîtiya te Û hemû padîşah rûmeta te bibînin. Tê bi navekî nû bêyî gazîkirin Ku bi devê Xudan li te hatiye kirin.
Tê di destê Xudan de bibî taca xweş, Di destê Xwedayê te de bibî tacegula padîşahiyê.
Wê êdî ji bo te: “Hatiye berdan” neyê gotin, Êdî wê ji bo welatê te: “Wêrane” neyê gotin. Wê ji bo te: “Dilê min jê xweş e” Û ji bo welatê te: “Zewicî” bê gotin. Çimkî dilê Xudan ji te xweş dibe Û wê welatê te bizewice.
Çawa ku xortek bi keçekê re dizewice, Wê kurên te jî wisa bi te re bizewicin. Çawa ku zava bi bûkê şa dibe, Wê Xwedayê te jî wisa bi te şa be.
Ya Orşelîm, min nobedar danîn ser dîwarên te! Wê hemû şev û rojan qet dengê xwe nebirin. Ya kesên ku Xudan bi bîr tînin Ku ew bêhna xwe venedin!
Ya kesên ku heta ew Orşelîmê qewîn bike Û pesnê wê belav bike ser hemû dinyayê, Rihetiyê nedin wî!
Xudan bi destê xwe yê rastê Û bi zendê xwe yê hêzdar sond xwar: “Ezê dexlê te, ji bo ku bibe xwarin êdî nedim dijminên te, Wê xerîb şeraba te ya nû êdî venexwin Ku te di ber de ked daye.
Lê kesên ku berhev kir Wê bixwin û pesnê Xudan bidin. Kesên ku bicivînin Wê di hewşên min ên pîroz de vexwin.”
Derbas bin, di dergehan re derbas bin! Riya gel vekin! Ava bikin, riya mezin ava bikin! Kevirên wê hildin û bavêjin, Ji bo gelan alekê biçikînin.
Va ye, Xudan ev yek heta binê dinyayê da bihîstin: “Ji Siyona keç re bêjin: ‘Va ye, rizgariya te tê! Va ye, heqê wî pê re Û heqdestê wî li pêş wî ye!’”
Wê ji bo wan bê gotin: “Gelê pîroz Û kesên Xudan ew rizgar kirine.” Wê ji bo te bê gotin: “Bajarê tê xwestin û nehatiye berdan.”
Ev kî ye ku ji Edomê tê Û bi cilên edimî yên sorbûyî ji Bosrayê tê? Ev kî ye ku bi cilên bi heşmet, Bi mezinbûna hêza xwe dimeşe? “Ew ez im, ez rastiyê dibihîzim Û di rizgarkirinê de hêzdar im.”
Çima cilên te sorbûyî ne? Çima kincên te wekî kincên kesê di mehserê de, Tirî diguvêşe xuya dikin?
“Min mehserê bi tena serê xwe guvaşt Û li ba min ji gelan tu kes tunebû. Min bi hêrsa xwe ew guvaştin Û min bi xezeba xwe ew perçiqandin. Ava wan pijiqî ser cilên min Û hemû cilên min edimîn.
Çimkî roja tolstandinê di dilê min de bû, Sala rizgarkirina min hatibû.
Min bala xwe dayê, kesekî alîkar be tunebû, Ez li nebûna kesê ku bibe piştgir şaş û metel mam. Zendê min ji min re rizgarî anî, Xezeba min ji min re bû piştgir.
Min gel bi hêrsa xwe perçiqandin, Min bi xezeba xwe ew serxweş kirin Û xwîna wan rijand erdê.”
Ezê karên Xudan ên dilovaniyê Û kirinên Xudan ên hêjayî pesindanê bi bîr bînim. Çimkî Xudan ji bo me gelek tişt kirin Û qenciya wî ya bi Mala Îsraêl kiriye mezin e Ku li gorî rehm û dilovaniya xwe ya mezin kiriye.
Xudan got: “Ew esse gelê min e, Ew kurên bêhîle ne” Û ji wan re bû rizgarkar.
Di tevahiya tengasiya wan de ew aciz bû. Milyaketê ku ji hizûra wî hat ew rizgar kirin. Erê, Xudan bi hezkirin û rehma xwe ew rizgar kirin, Ew hildan û di hemû rojên borî de ew hilgirtin.
Lê ew bûn serhildêr, Wan Ruhê wî yê Pîroz aciz kir. Loma ew guherî û bû dijminê wan, Wî bi xwe li dijî wan şer kir.
Paşê gelê wî rojên berê yên Mûsa bi bîr anî. Ka Yê ku ew bi şivanên kerî re ji deryayê deranî li ku ye? Ka Yê ku Ruhê xwe yê Pîroz xist nav wan
Û zendê berziya wî ya li milê rastê yê Mûsa dimeşand li ku ye? Ka Yê ku avê kir du şeq Û navekî herheyî ji xwe re çêkir li ku ye?
Ka Yê ku ew di nav avên kur re derbas kirin? Ew wekî hespekî di deştê re çû û neterpilî.
Wekî keriyê dibin deştê, Ruhê Xudan rihetî da wan. Te bi vî awayî rêberiya gelê xwe kir Û ji xwe re navekî berz çêkir.
Ji ezmanan binêre, Ji cihê pîrozî û berziya xwe bibîne. Ka xîret û hêzdariya te li ku ye? Bêrîkirina dilê te û rehma te ji me hat texsîrkirin.
Çimkî bavê me tu yî, Tevî ku Îbrahîm bi me nizane Û Îsraêl me nas nake. Tu ya Xudan, tu bavê me yî. Ji demên berê ve navê te rizgarkarê me ye.
Ya Xudan, tu ji bo çi me ji riyên xwe averê dikî? Çima tu dilê me hişk dikî ku em ji te netirsin? Ji bo xatirê xulamên xwe, Ji bo eşîrên ku mîrasa te ne bi şûn de were!
Gelê te yê pîroz ji bo demeke kurt bû xweyî mîras, Lê neyarên me Pîrozgeha te binpê kirin.
Em ji bo demeke dirêj bûn miletekî ku te serweriya xwe li ser wî nekiriye, Em bûn kesên ku bi navê te nehatine gazîkirin.
Xwezî te ezmanan biqelaşta û tu berjêrî xwarê bibûyayî, Xwezî çiya li ber hizûra te bileriziyana!
Wekî deviya êgir pê ketiye, Wekî ava êgir dikelîne, Navê xwe bi neyarên xwe bide zanîn! Bila milet li ber hizûra te bihejin!
Gava te karên tirsehêz kirin ku em ne li bendê bûn, Gava tu berjêr bûyî, çiya li ber hizûra te lerizîn.
Ji demên berê ve tu kesî nebihîst, Tu kesî guh neda Û tu çav ji xeynî te Xwedayekî nedît Ku ji bo kesên li benda wî dixebite.
Tu têyî ba kesên bi şahî rastiyê dikin, Kesên di riyên te de te bi bîr tînin. Lê gava me demeke dirêj Li dijî wan riyan guneh kir, tu hêrs bûyî. Ma emê çawa rizgar bin?
Çimkî em hemû bûn wekî kesê qirêj, Hemû karên me yên rast wekî kincên qirêj in. Em mîna pelekî diçilmisin, Neheqiyên me, wekî bayê me hildidin û dibin.
Kesê gazî navê te dike, Kesê hişyar ku xwe li te digire, tuneye. Çimkî te rûyê xwe ji me veşart Û ji ber neheqiyên me, te em helandin.
Lê ya Xudan, tu bavê me yî. Em gil in, tu cerçêkerê me yî, Em hemû karê destê te ne.
Ya Xudan, zêde hêrs nebe, Neheqiyê her û her bi bîr neyîne. Em lava dikin li me binêre, Em hemû gelê te ne.
Bajarên te yên pîroz bûn berî. Siyon bû berî, Orşelîm wêraneyek e.
Mala me ya pîroz û berz, Ya ku bav û kalên me tê de pesnê te didan Bi êgir şewitî. Her dera me ya xweşik, bû wêrane.
Ya Xudan, ma bi vî awayî tê hê jî xwe ragirî? Tê bêdeng bimînî û bi zêdebarî me ceza bikî?
“Min kir ku kesên li min nedipirsiyan, Li min geriyan. Ji aliyê kesên ku li min nedigeriyan ve, Ez hatim dîtin. Ji miletekî ku bi navê min nayê gazîkirin re Min got: ‘Va me ez, va me ez.’
Min tevahiya rojê destê xwe ji gelekî serhildêr re dirêj kir Ku di riya neqenc de dimeşe Û dide pey fikrên xwe.
Ev gel li ber çavê min, hergav min hêrs dike. Li bexçeyan qurbanan serjê dike, Li ser kelpîçan bixûrê dişewitîne,
Li goristanan rûdinin Û li derên veşartî şevê diborînin. Ew goştê berêz dixwin, Di firaxên wan de şorba goştê heram heye.
Ew dibêjin: ‘Nêzîkî xwe bike. Nêzîkî min nebe, çimkî ez ji te pîroztir im.’ Ev yek di pozê min de dû ye, Agirê ku tevahiya rojê dişewite.
“Va ye, li pêş min nivîsandî ye, Ezê bêdeng nebim, lê ezê cezayê wan bidim, Ezê bergîdana wan bînim serê wan!”
Xudan dibêje: “Ezê neheqiyên we Û neheqiyên bav û kalên we bidim we. Çimkî wan li serê çiyayan bixûr pêxistin Û li ser giran tinazê xwe bi min kirin. Loma ezê karên ku kirine bînim serê wan.”
Xudan wiha dibêje: “Gava gûşiyê tirî bi av e, dibêjin: ‘Wî xera nekin, çimkî bereket tê de ye.’ Ezê jî, ji bo xulamên xwe wisa bikim, Ezê wan tevan xera nekim.
Ezê ji Aqûb ziriyetekê Û ji çiyayên xwe re ji Cihûdayê wêrisekî derxim. Kesên min hilbijartin wê wir mîras bistînin Û xulamên min li wê derê rûnin.
Ji bo gelê min ê li min digere, Wê Şaron ji bo pezê wan bibe mêrg, Deşta Exorê ji bo dewarên wan bibe mexel.
“Lê hûn kesên ku dev ji Xudan berdane, Çiyayê min ê pîroz ji bîr kirine, Ji pûtê Siûdê re sifre danîne, Ji pûtê Qismetê re şeraba tevlihev dagirtine,
Ezê jî we bikim qismetê şûran, Hûnê hemû ji bo serjêkirinê xwar bibin. Çimkî gava min gazî we kir, we bersiv neda, Gava min got, we guhê xwe neda. We tiştê di çavê min de xerab e kir Û ya ku bi dilê min ne xweş e hilbijart.”
Loma Reb Xudan wiha dibêje: “Va ye, wê xulamên min bixwin, Lê hûnê birçî bimînin. Wê xulamên min vexwin, Lê hûnê tî bimînin. Va ye, wê xulamên min şa bin, Lê hûnê şermezar bibin.
Va ye, wê xulamên min ji kêfan biqîrin, Lê hûnê bi dilşewat bikin hewar Û ji ruhşikestîbûna xwe bikin zarîn.
Hûnê navê xwe bihêlin kesên min hilbijartin Ku wekî naletê bi kar bînin. Wê Reb Xudan bike ku hûn bimirin, Lê navekî din li xulamên xwe deyne.
Her kesê ku li welêt bereket bixwaze, Wê ji Xwedayê dilsoz bixwaze. Her kesê ku li welêt sond bixwe, Wê li ser Xwedayê dilsoz sond bixwe. Çimkî tengasiyên berê hatin jibîrkirin Û bi tevahî ji ber çavê min hatin veşartin.
“Çimkî, va ye, ez ezmanekî nû Û erdekî nû diafirînim. Wê tiştên berê neyên bibîranîn û neyên ser hişan.
Lê bi ya ku ez diafirînim şa û her û her dilgeş bibin. Çimkî va ye ez wekî dilgeşî Orşelîmê Û wekî şahî gelê wê diafirînim.
Ezê bi Orşelîmê dilgeş bim, Ezê bi gelê xwe şa bim. Wê êdî ne dengê girî, ne jî dengê hewarê li wir neyê bihîstin.
Wê êdî li wê derê zarokekî ku bi tenê çend rojan dijî nebe, Wê pîrekî ku rojên xwe tije nekiriye tunebe. Erê, kesê sed salî bimire, wê xort bê hesibandin, Kesê ku sed salan nejî, wê naletî bê hesibandin.
Wê malan ava bikin û lê rûnin, Wê rezan deynin û fêkiyê wan bixwin.
Wê kesên din li malên ku wan ava kirine rûnenin, Wê kesên din ji rezên ku wan daniye nexwin. Çimkî wê rojên gelê min wekî rojên darê bin, Kesên min hilbijartin, wê bi tevahî kêfa karên destê xwe bikin.
Wê beredayî keda xwe nedin Û ji bo felaketê zarokan neyînin. Çimkî hem ew hem ziriyeta wan, Wê bibin şaxên ku Xudan bereket kiriye.
Beriya ew gazî min bikin, Ezê bersiva wan bidim, Gava ew hê diaxivin, ezê bibihîzim.
Wê mî û gur bi hev re biçêrin. Wê şêr wekî dewêr kayê bixwe Û xwarina mar ax be. Wê li çiyayê min ê pîroz kesek xera û helak neke” dibêje Xudan.
Xudan wiha dibêje: “Ezman textê min, Erd pêgeha min e. Hûnê maleke çawa ji min re ava bikin? Dera ku ez bêhna xwe lê vedim li ku ye?
Destê min ev hemû çêkirin Û ew hemû wisa çêbûn.” Ev e gotina Xudan. “Ez li vî kesê dinêrim, Li kesê bindest, ruhşikestî Û ji ber peyva min dilerize.
Kesê dewarekî serjê dike, Wekî wî kesî ye ku mirovekî dikuje. Kesê berxekî dike qurban, Wekî wî kesî ye ku stûyê kûçikekî dişikêne. Kesê pêşkêşiya dexlê pêşkêş dike, Wekî wî kesî ye ku xwîna berazan pêşkêş dike. Kesê wekî pêşkêşiya bîranînê, guniyê dişewitîne, Wekî wî kesî ye ku diperize pûtan. Wan kesan riyên xwe hilbijartin, Canê wan bi kirêtiyên wan xweş e.
Ezê cezayên wan hilbijêrim Û ya ku ew jê ditirsin bînim serê wan. Çimkî gava min gazî we kir, we bersiv neda, Gava min got, we guhê xwe neda. Wan ya di çavê min de xerab e kir Û ya ku bi dilê min ne xweş e hilbijart.”
Ya kesên ji ber gotina Xudan dilerizin! Gotina wî bibihîzin! Birayên we ku ji we nefret dikin Û ji bo xatirê navê min we ji nav xwe davêjin, Ew dibêjin: “Erê, bila Xudan birûmet be Ku em şahiya we bibînin!” Lê kesên bên şermezarkirin ew in.
Va ye, ji bajêr xirecir. Ji Perestgehê dengek tê, Dengê Xudan ê ku bergîdana dijminên xwe dide!
Bêyî ku êşê bikişîne wê zarok anî, Bêyî ku êşa wê destpê bike wê kurek anî.
Kê tiştekî wiha bihîst? Kê tiştên wiha dît? Ma welatek di rojekê de çêdibe? Miletek jinişkave çêdibe? Lê gava êşê bi Siyonê girt, Wê kurên xwe anîn dinyayê.
Xudan dibêje: “Ez tînim dema zarok anînê, Ma ezê hêza zarokanînê jî nedim?” Xwedayê te dibêje: “Ez hêza zarokanînê didim, Ma ez çawa zikê bigirim?
Hemû kesên ku ji Orşelîmê hez dikin, Pê re şa bin, ji bo wê dilgeş bin! Hemû kesên ji bo wê şînê dikin, Bi zêdebarî pê re dilşa bin!
Çimkî hûnê pêsîrên wê yên teselîkar bimijin û têr bibin. Hûnê bi vexwarina zêde ya şîrê wê zewqê bistînin.”
Çimkî Xudan wiha dibêje: “Va ye ezê aştiyê wekî çemekî, Dewlemendiya miletan wekî lehiya rabûyî berdim nav wê. Hûnê ji wê bimijin, di hembêzê de bên hilgirtin Û li ser çokên wê bên hejandin.
Wekî dayika ku zarokê xwe teselî dike, Ezê we teselî bikim. Hûnê li Orşelîmê bên teselîkirin.”
Hûnê bibînin û wê dilê we şa be, Wê hestiyên we wekî giyayê nû teze bibe. Wê bê zanîn ku destê Xudan li ser xulamên wî Û xezeba wî li ser dijminên wî ye.
Çimkî va ye wê Xudan bi êgir were Û wê erebeyên wî yên şer wekî babelîskê bin Ku hêrsa xwe bi xezebê Û erzşikandina xwe bi pêta êgir bergîdan bide.
Çimkî wê Xudan hemû beşer Bi şûr û êgir dadbar bike. Wê kuştiyên Xudan gelek bin.
“Kesên ku ji bo çûyîna bexçeyan xwe pîroz û paqij dikin, li pey kesê li navê xwe diçin û goştê berêz, mişkan û heywanên kirêt ên din dixwin, wê bi hev re biqedin.” Ev e gotina Xudan.
“Çimkî ez kar û fikrên wan dizanim. Dema ku ezê hemû milet û zimanan bidim hev, nêzîk dibe. Wê bên û rûmeta min bibînin.
“Ezê nîşanekê bixim nav wan. Ezê ji wan filitiyan bişînim nav miletan. Ezê bişînim Tarşîşê, Pûtê, Lûdê –welatê tîravêjan– Tûvalê û Yewnanyayê. Ezê bişînim keviyên deryayên dûr ku nav û dengê min nebihîstine û rûmeta min nedîtine. Wê di nav miletan de rûmeta min bidin bihîstin.”
Xudan dibêje: “Çawa ku Îsraêlî di taseke paqij de pêşkêşiyeke dexlê tînin Mala Xudan, wê ew jî, ji tevahiya miletan hemû birayên we, bi hespan, bi erebeyên hespan, bi erebeyên sergirtî, bi hêstiran, bi deveyan wekî pêşkêşiya ji bo min bînin çiyayê min ê pîroz Orşelîmê.”
Xudan dibêje: “Ezê hinekan ji wan jî wekî kahin û Lêwiyiyan hilînim.”
Gotina Xudan ev e: “Erd û ezmanên nû yên ku ezê biafirînim li ber min çawa bisekinin, wê ziriyet û navê we jî wisa bisekine.”
Xudan dibêje: “Ji Heyva Nû heta Heyva Nû, ji Septê heta Septê, wê hemû beşer werin û li hizûra min herin ser çokan.”
Wê derkevin derve û li cendekên mirovên ku li dijî min serî hildan, binêrin. Çimkî kurmê laşê wan namire û agirê wan natefe. Wê di çavê hemû beşer de kirêt bin.
Gotinên Yêremyayê kurê Hîlqiya yê ku ji kahinên bajarê Enatota welatê Binyamîniyan bû, ev in.
Gotina Xudan di rojên Yoşiyayê kurê Amonê Padîşahê Cihûdayê de, di sêzdeh saliya padîşahiya wî de ji Yêremya re hat.
Herwiha gotina Xudan, di rojên Yehoyaqîmê Padîşahê kurê Yoşiyayê Cihûdayê de û heta dawiya meha pêncan a sala yanzdehan a Sîdqiyayê Padîşahê kurê Yoşiya ango heta sirgûnkirina gelê Orşelîmê jê re hat.
Gotina Xudan ji min re hat û got:
“Beriya ku min di zikê dê de şikil da te, Min tu nas kirî. Beriya bûyîna te, min tu veqetandî Û ji miletan re kirî pêxember.”
Min got: “Ax, ya Reb Xudan! Ez bi rastî nizanim bipeyivim! Çimkî ez hê xort im.”
Xudan ji min re got: “Nebêje: ‘Ez hê xort im.’ Tê herî ba her kesê ku ez te bişînim û her tişta ez li te emir dikim, tê bêjî.
Ji wan netirse. Çimkî ez bi te re me ku te rizgar bikim.” Ev e gotina Xudan.
Xudan destê xwe dirêj kir, li devê min da û got: “Va ye, min peyvên xwe kirine devê te.
Binêre, min îro tu li ser milet û padîşahiyan kifş kirî ku tu ji kokê rakî û hilweşînî, tune bikî û xera bikî, ava bikî û daçikînî.”
Gotina Xudan ji min re hat û got: “Yêremyayo! Tu çi dibînî?” Min got: “Ez guliyekî behîvê dibînim.”
Xudan got: “Te baş dît. Bi rastî ez çavdêriya gotina xwe dikim ku pêk were.”
Gotina Xudan dîsa ji min re hat û got: “Tu çi dibînî?” Min got: “Ez beroşeke kelandî dibînim ku ji aliyê bakur ve xwar dibe.”
Xudan ji min re got: “Wê bela ji bakur, Bi ser hemû şêniyên welêt ve biherike.
Çimkî va ye, Ezê gazî hemû binemalên padîşahiyên bakur bikim.” Ev e gotina Xudan. “Wê bên û li ber dergehên Orşelîmê, Li ber hemû sûrên wê, Li ber hemû bajarên Cihûdayiyan, Textên xwe deynin.
Ji ber hemû xerabiyên wan, Ezê li dijî wan biryarên xwe bêjim. Çimkî wan dev ji min berda, Ji îlahan re bixûr pêxistin Û li ber karên destê xwe deverû çûn erdê.
“Lê tu pişta xwe girê bide! Rabe û her tiştê ezê li te emir bikim ji wan re bêje. Li ber wan neşikê, yan na ezê te li ber wan bidim şikandin.
Min jî îro tu li dijî tevahiya welêt, li dijî padîşahên Cihûdayê, li dijî serek û kahinên wan, li dijî gelê welêt kirî bajarekî bisûr, stûneke hesinî û dîwarekî tûncîn.
Wê li dijî te şer bikin, lê wê nikaribin te têk bibin. Çimkî ez bi te re me ku te rizgar bikim.” Ev e gotina Xudan.
Gotina Xudan ji min re hat û got:
“Here û li gelê Orşelîmê biqîre û bibêje: ‘Xudan wiha dibêje: “‘Dilsoziya ciwaniya xwe, Hezkirina bûkaniya xwe Û çawa ku li beriyê, li warê beyar Te da pey min ji bîr nakim.
Gelê Îsraêl ji Xudan re veqetandî ye, Berhema pêşî yê dirûna wî ye. Hemû kesên jê xwar, sûcdar bûn, Bi ser wan de bela dihat.’” Ev e gotina Xudan.
Ya mala Aqûb! Ya hemû eşîrên Mala Îsraêl! Gotina Xudan bibihîzin!
Xudan wiha dibêje: “Bav û kalên we çi neheqî li ba min dît Ku ji min dûr ketin? Wan da pey tiştên pûç û vala û ew bi xwe pûç bûn.
Wan negot: ‘Xudan li ku ye Ku em ji welatê Misrê deranî? Ka Yê ku li beriyê, Li warê çal û beyaran, Li dera ziwa û taristana kûr, Li diyarê ku tu kes tê re derbas nedibû Û tu mirov lê nedima, rêberiya me kir?’
Min hûn anîn welatê berdar Ku hûn fêkiyê wê û tiştên baş bixwin. Lê gava hûn hatin, we welatê min qirêj kir, We mîrasa min herimand.
Kahinan negot: ‘Ka Xudan li ku ye?’ Kesên ku şerîet di destê wan de ye, ez nas nekirim, Şivanan li dijî min serî hilda, Pêxemberan jî bi navê Baal pêxemberî kir Û da pey pûtên bêkêr.”
Gotina Xudan ev e: “Loma ezê careke din li dijî we dozê vekim, Ezê li dijî neviyên we jî dozdar bim.
Herin, li keviyên Kîttîmê binêrin, Bişînin Qêdarê û baş fêm bikin. Binêrin, ka tiştên wiha bûne.
Ma tu milet îlahên xwe guhertin? Va ye, ew îlah ne Xwedê ne jî! Lê gelê min rûmeta xwe Bi pûtên bêkêr guhert.
Ezmanno, li vê yekê şaş û metel bimînin! Bilerizin û bi tevahî wêran bibin.” Ev e gotina Xudan.
“Çimkî gelê min du xerabî kirin; Wan ez, kaniya ava jiyanê berdam Û ji bo xwe bîr kolan, Bîrên terikî ku avê hilnadin.
Ma Îsraêl kole ye? Ma ew koleyê ku li malê hat dinyayê? Ji bo çi bû malê talên?
Şêrên ciwan li ser wî kir himîn, Dengê xwe da bihîstin, Welat wêran kir, Bajarên wî serobino bûn Û tê de tu kes nema.
Gelê Memfîs û Tahpanhêsê jî, Serê te şikand.
Ma te dev ji Xwedayê xwe Xudanê Ku di rê de rêberiya te kir, Berneda û bi vî awayî ev neanî serê xwe?
Heke niha tu bidî riya Misrê Û ava Şîhorê vexwî, wê çi kar bide te? Yan çi karê te hebe ku tu bidî riya Aşûrê Û ava Çemê Feratê vexwî?
Wê xerabiya te, te terbiye bike, Wê çivanokiya te erzê te bide şikandin. Bizane û bibîne, Xwedayê xwe Xudan berdan, Tiştekî xerab û tehl e. Tirsa min li ba te tuneye.” Ev e gotina Reb Xudanê Karîndar.
“Çimkî dema berê te nîrê xwe şikand Û benên xwe qetandin. Te got: ‘Ez xulamiyê nakim.’ Tu li ser her girê bilind Û li bin her dara şîn, Razayî û fahîşetî kir.
Lê min tu wekî mêwa bijare danîbû Ku hemû ji tovên bi ewle bûn. Çawa tu xera bûyî û ziviriyî dêliyeke bejî?
Tevî ku tu xwe bi ava xweliyê bişoyî Û sabûn jî, ji destê te nekeve, Dîsa jî neheqiya te wekî leke li ber min disekine.” Ev e gotina Reb Xudan.
“Tu çawa dikarî bêjî: ‘Ez qirêj nebûm, Ez li pey Baalan neketim?’ Tu li riya xwe a li newal binêre, Bizanibe ka te çi kir. Tu deveya ciwan a eware û lingsivik î.
Tu wekî kera kovî ya li çolê digere bixwe yî. Ew ji bo daxwaza canê xwe hewayê bêhn dike. Çaxê hêç dibe, kî dikare wê bizivirîne? Hemû kesên lê digerin xwe nawestînin, Gava meha wê bê, wê bibînin.
Tu lingê xwe ji gera pêxwas Û gewriya xwe ji tîbûnê biparêze. Lê te got: ‘Dev jê berde! Ez ji îlahên xerîb hez dikim Û ezê li pey wan herim.’
“Gava diz tê girtin çawa şerm dike, Wê Mala Îsraêl jî wisa şerm bike –Ew hemû, padîşahên wan, serekên wan, Kahinên wan û pêxemberên wan.
Ew ji darê re dibêjin: ‘Tu bavê min î.’ Ji kevirekî re dibêjin: ‘Te ez anîm dinyayê.’ Çimkî wan ne rûyê xwe, lê pişta xwe da min. Lê gava bela hat, wê bêjin: ‘Rabe, me rizgar bike!’
Ka ew îlahên ku te ji xwe re çêkirin? Gava bela hat serê te ku bikaribin te rizgar bikin, Bila rabin û werin! Çimkî gelê Cihûda, Îlahên te li gorî hejmara bajarên te ye.
Çima tu li dijî min doz vedikî? We hemûyan li dijî min serî rakir.” Ev e gotina Xudan.
“Min beredayî li kurên we xist, Wan terbiye qebûl nekir. Çawa ku şêr helak dike, Şûrê we pêxemberên we kuştin.
Ya hûn, kesên vî nifşî! Guh bidin gotina Xudan! Gelo ez ji bo gelê Îsraêl bûm çolistan? Ez bûm diyarê taristana kûr? Loma çima gelê min dibêje: ‘Em herin, Em êdî nayên ba te.’
Ma keçik xemlên xwe, Yan bûk cihêzê xwe ji bîr dike? Lê gelê min, rojên bêhesab ez ji bîr kirim.
“Gava tu didî pey yaran, Tu çiqas jêhatî dibî! Te riyên xwe hînî fahîşeyan jî dikir!
Bi dawa xiftanê te ve jî Xwîna hejarên bêsûc heye Û te ew li ser diziya mala xwe negirtin. Lê tevî ku te ev hemû tişt kirine jî,
Tu dibêjî: ‘Ez bêsûc im, Bêguman hêrsa wî ya li dijî min daket.’ Va ye, ji ber ku te got: ‘Min guneh nekir.’ Ezê dadbariya te bikim.
Veguhertina rê, Ji bo te çiqas xweş e! Çawa ku Aşûrê tu şermezar kirî, Wê Misir jî şermezariya te bike.
Wê destê te li ser serê te, tê ji wir jî derkevî. Çimkî kesên tu bi wan ewle yî, Xudan ew red kirin. Tê bi wan baş pêşve neçî.
“Heke zilamek jina xwe berde Û jina wî here, bi kesekî din re bizewice, Ma ew zilam wê careke din vegere ba wê? Gelo ev yek wê welêt bi tevahî qirêj neke? Te bi gelek yaran re fahîşetî kir Û tu dixwazî vegerî ba min?!” Ev e gotina Xudan.
“Çavê xwe bide bilindciyên rût û tazî û binêre, Ma cihek maye ku li wir bi te re ranezabin? Tu ji bo wan wekî bedewiyekî çolê, Li ber riyan rûniştî. Te bi fahîşetî û xerabiyên xwe welat qirêj kir.
Loma tavî hat texsîrkirin Û barana biharê nayê. Eniya te eniya fahîşê bû, Lê şermezarî ne xema te bû.
Ma te hema berê gazî min nekir û negot: ‘Bavo, tu ji xortaniya min ve hevalê min î.
Ma tê her û her kîndar bî Û wê hêrsbûna te her û her bajo?’ Tu bi rastî ji min re wiha dibêjî, Lê heta ku ji destê te hat, te xerabî kir.”
Di rojên Yoşiyayê Padîşah de Xudan ji min re got: “Ma te ya ku Îsraêla keçika çivanok kir dît? Derket serê her girê bilind û çû bin her dara şîn û fahîşetî kir.
Min got: ‘Wê li min vegere’ lê venegeriya. Cihûdaya xwişka wê ya bêbext jî ev yek dît.
Wê dît ku ji ber fahîşetiya Îsraêla çivanok, min ew berda û nivîsa jinberdanê dayê. Lê Cihûdaya xwişka wê ya bêbext dîsa netirsiya. Ew jî rabû çû ku zinayê bike.
Wê bi ewqas bêxemiyê zina kir û welat qirêj kir. Wê bi kevir û daran re fahîşetî kir.
Tevî vê yekê jî, Cihûdaya xwişka wê ya bêbext ne bi hemû dilê xwe, lê bi hîle li min vegeriya.” Ev e gotina Xudan.
Wê gavê Xudan ji min re got: “Îsraêla çivanok ji Cihûdaya bêbext rastirbûna xwe nîşan da.
Here, bi van gotinan gazî bakur bike û bibêje: “‘Ya Îsraêla çivanok vegere!’ Ev e gotina Xudan. “‘Êdî ezê bi hêrs li we nenêrim, Çimkî ez dilovan im’ Ev e gotina Xudan. “‘Ez nikarim hêrsa xwe her û her bidomînim.
Tenê sûcê xwe qebûl bike. Te li dijî Xwedayê xwe Xudan serî hilda. Te li bin her dara şîn, Hezkirina xwe bi îlahên xerîb re belav kir. Te guhdariya dengê min nekir.’” Ev e gotina Xudan.
Gotina Xudan ev e: “Ya kurên çivanok, vegerin! Çimkî xweyê we ez im. Ezê yekî ji bajarekî, diduyan jî, ji malbatekê hildim û we bînim Siyonê.
Ezê şivanên li gorî dilê xwe bidim we ku bi zanîn û fêmdariyê şivantiya we bikin.”
Gotina Xudan ev e: “Çaxê hûn li welêt zêde û berdar bûn, di wan rojan de, wê gel êdî nebêje: ‘Sindoqa Peymana Xudan.’ Wê nekeve hişê wan û neyê bibîranîn. Wê neyê bêrîkirin û dîsa neyê çêkirin.
Wê demê wê ji Orşelîmê re bêjin: ‘Textê Xudan.’ Wê hemû milet li wir, bi xatirê navê Xudan li Orşelîmê bicivin û êdî wê nedin pey hişkiya dilê xwe yê xerab.
Di wan rojan de wê Mala Cihûda bi Mala Îsraêl re bibe yek û wê bi hev re ji herêma bakur werin wî welatê ku min bi milkî dabû bav û kalên we.
“Min di dilê xwe de got: “‘Min çiqas dixwest ku te bi awayekî birûmet bixim nav kurên xwe! Welatê bi dilê her kesî, Mîrasa herî xweş a miletan bidim te.’ “Min wiha jî got: “‘Tê ji min re bêjî: Bavo! Û ji pey min neqetî.
Lê belê, çawa ku jinek bi mêrê xwe re bêbextiyê dike, Tu jî bi min re bêbext bûyî, ya Mala Îsraêl.’” Ev e gotina Xudan.
Ji ser bilindciyên rût û tazî dengek tê bihîstin, Girî û lavakirina gelê Îsraêl. Çimkî ew ji riya xwe xwarovîçko bûn. Wan Xwedayê xwe Xudan ji bîr kir.
“Ya kurên çivanok, vegerin! Ezê we ji çivanokiya we baş bikim.” Gel dibêje: “Va ye em hatin ba te, Çimkî Xwedayê me Xudan tu yî.
Bi rastî xirecira pûtperestiyê hîle ye Ku ji gir û çiyayan tê. Bi rastî rizgariya gelê Îsraêl, Bi Xwedayê me Xudan e.
“Lê ji xortaniya me û vir ve, wan pûtên şermezar, tevahiya keda bav û kalên me, pez û dewar, kur û keçên wan xwarin.
Divê em di nav şerma xwe de razên. Bila riswabûna me, me binixême. Çimkî ji xortaniya xwe heta niha, em û bavkalên me, me li dijî Xwedayê xwe Xudan guneh kir. Me guhdariya dengê Xwedayê xwe Xudan nekir.”
Gotina Xudan ev e: “Heke tu vegerî, ya gelê Îsraêl, Li min vegere! Heke tu kirêtiyên xwe ji ber min rakî Û eware nebî,
Heke tu bi dilsozî, edalet û rastiyê Bi navê Xudanê Jîndar sond bixwî, Wê gavê wê milet xwe bi Xudan bereket bikin Û pê pesnê xwe bidin.”
Çimkî Xudan ji gelê Cihûda û ji şêniyên Orşelîmê re wiha dibêje: “Axa xwe ya beyar bajon, Nav diriyan nereşînin.
Ya gelê Cihûda û şêniyên Orşelîmê! Xwe ji Xudan re pak bikin, Dilê xwe sinet bikin! Yan na, ji ber kirinên we yên xerab, Wê xezeba min wekî êgir rabe û bişewite Û kesê bitefîne tunebe.
“Li Cihûdayê bidin bihîstin, Li Orşelîmê ragihînin! Biqîrin û bêjin: ‘Li welêt li boriyê bixin!’ Gazî bikin: ‘Bicivin! Em bikevin bajarên bisûr!’
Ber bi Siyonê ve alê bilind bikin, Birevin dereke sitarê, nesekinin! Çimkî ezê ji bakur bela û şikandina mezin bînim.”
Şêr ji hewinga xwe derket, Xerabkar ku miletan helak dike da rê. Ew ji cihê xwe derket Ku welatê te wêran bike. Wê bajarên te xera bibin, Wê tu kes lê nemîne.
Loma çûx li xwe bikin, Şînê bikin û bikin zarîn. Çimkî hêrsa Xudan a dijwar ji ser me ranebû.
Gotina Xudan ev e: “Wê rojê wê dilê padîşah û dilê serekan bihele. Wê kahin şaş û pêxember metel bimînin.”
Min got: “Ax, Reb Xudan! Te got: ‘Hûnê di aştiyê de bin’ û te ev gel û Orşelîmê gelek xapand. Çimkî şûr gihîşt qirikê.”
Wê gavê wê ji vî gelî û ji Orşelîmê re bêjin: “Ji bilindciyên rût û tazî yên beriyê, bayê min ê şewatê bi ser gelê min ê delal ve were. Lê wê ne ji bo dêrandina bênderê û paqijkirinê were.
Ev ba, wê ji van tiştan xurtir bê. Niha ez dadbariyên li dijî wan dibêjim.”
Va ye, ew wekî ewran tê. Erebeyên wî yên şer wekî bahozê ne, Hespên wan ji teyran leztir in. Wey li me, em xera bûn!
Ya Orşelîm! Dilê xwe ji xerabiyê bişo ku rizgar bibî. Wê heta kengê fikrên xerab di nav te de bimînin?
Çimkî dengek ji welatê Dan Û xebereke xerab ji herêma çiyayî ya Efrayîmê tê:
“Haya miletan pê bixin, Ji Orşelîmê re bêjin: ‘Kesên ji welatekî dûr tên Ku dor lê bipêçin! Ew li dijî bajarên Cihûdayiyan diqîrin.
Wekî nobedarên zeviyê, Dor li Orşelîmê bipêçin. Çimkî wê li dijî min serî hilda.’” Ev e gotina Xudan.
“Rê û kirinên te ev anî serê te, Ev cezayê te ye. Bi rastî tehl e û gihîştiye dilê te.”
Ax hinavê min, hinavê min! Ez êşê dikişînim! Ax dîwarên dilê min! Dilê min lê dide û nikarim bêdeng bim. Çimkî canê min dengê boriyan, qîrîna şer bihîst.
Xebera şikandin li ser şikandinê tê dayîn, Tevahiya welêt esse wêran bû. Jinişkave konên min, Di cih de perdeyên konên min tune bûn.
Heta kengê ezê ala şerî bibînim Û dengê boriyan bibihîzim?
“Gelê min ehmeq e, min nas nake. Ew zarokên sexik in, fêm nakin. Di xerabîkirinê de şehreza ne, qencîkirinê nizanin.”
Min li erdê nihêrî, vikîvala û bêşikil bû, Min li ezmanan nihêrî, ronahiya wan tunebû.
Min li çiyayan nihêrî, dilerizîn, Hemû gir dihejiyan.
Min nihêrî, kes tunebû, Tevahiya teyrên ezmanan reviyabûn.
Min nihêrî, welatê berdar bûbû berî. Li ber Xudan û hêrsa wî ya dijwar Hemû bajarên welêt hilweşiyabûn.
Çimkî Xudan wiha dibêje: “Wê tevahiya welêt wêran bibe, Lê ezê bi tevahî neqedînim.
Loma wê erd şînê bike Û ezman li jor tarî bibe. Çimkî min got û min pîlan kir. Ezê poşman nebim, Ezê dev jê bernedim.”
Hemû bajar ji ber dengê siwar û tîravêjan direvin. Dikevin nav dar û deviyan û hildikişin zinaran. Terka hemû bajaran hate kirin, tu kes lê nema.
Ya bajarê wêranbûyî, tê çi bikî? Tu cilên sor jî li xwe bikî, Bi xemlên zêrîn xwe bixemilînî jî, Çavên xwe jî kil bikî, Tu beredayî xwe rind dikî. Dildarên te, te red dikin Û didin pey kuştina te.
Çimkî min dengê jinekê bihîst Ku ketiye ber zarokan Û êşa zikê pêşî dikişîne. Ev qîrîna Siyona keç bû, Ew bi destên vekirî û bêhnçikandî dibêje: “Wey li min! Ez li ber kujeran xayîs bûm.”
“Li kuçeyên Orşelîmê virde wêde dibezin, Lê binêrin û fêm bikin, Li meydanên bajêr bigerin. Gelo hûnê zilamekî heqiyê dike Û li rastiyê digere bibînin Ku ez bajêr bibexişînim?
Çiqas jî bêjin: ‘Bi navê Xudanê Jîndar,’ Sonda wan derew e.”
Ya Xudan, ma çavê te ne li ser rastiyê ye? Te li wan xist, lê ew li ber xwe neketin, Te ew qedandin, lê wan terbiye qebûl nekir. Wan rûyê xwe ji kevir hişktir kir û nexwest vegerin.
Min got: “Ev tenê belengaz in. Ji ber nezanîna riya Xudan Û hikmên Xwedayê xwe, vê ehmeqiyê dikin.
Ezê herim ba mezinan û bi wan re bipeyivim. Bêguman ew riya Xudan Û hikmên edaleta Xwedayê xwe dizanin.” Lê wan jî nîr şikandiye, Wan ben qetandine.
Loma wê şêrekî daristanê li wan bixe, Wê gurê çolê wan perçe bike Û wê piling li ber bajarên wan bikeve kemînê. Her kesê ji wir dertê, wê bê perçekirin. Çimkî neheqiya wan zêde ye Û çivanokiya wan gelek e.
“Ez çima te bibexişînim? Kurên te dev ji min berda Û bi îlahan sond xwar ku ne Xwedê ne. Gava min ew têr kirin, wan zina kir. Ew ref bi ref çûn malên fahîşeyan.
Ew hespên dermalekirî û çavnebar derketin, Her yek li jina cîranê xwe dihîre.”
Gotina Xudan ev e: “Ma ez ji ber vê yekê ceza nekim? Canê min ji miletekî wiha heyfê nestîne?
“Bikevin nav rezên wî û xera bikin, Lê bi tevahî neqedînin. Guliyên wan jêkin û bavêjin, Çimkî ew ne yên Xudan in.
Mala Îsraêl û Mala Cihûda, Bi min re gelekî bêbextî kir.” Ev e gotina Xudan.
Wan bi navê Xudan derew kir û got: “Ew tiştekî nake. Wê xerabî bi serê me de neyê, Emê şûr û xelayê nebînin.”
Pêxember tenê ba ne, Gotina Xudan ne bi wan re ye. Loma wê ev bi wan bê kirin.
Loma Xwedayê Karîndar Xudan wiha dibêje: “Madem hûn wisa dibêjin, Ezê jî gotina xwe di devê te de bikim agir Û vî gelî jî bikim êzing. Wê agir wan daqurtîne.
Ya Mala Îsraêl! Ezê ji dûrî ve Miletekî bînim ser we.” Ev e gotina Xudan. “Ew miletekî domdar, miletekî qedîm e, Miletekî ku tu bi zimanê wî nizanî Û ya ku dibêje, fêm nakî.
Tîrdanka wan wekî goreke vekirî ye, Hemû mêrxas in.
Wê zad û nanê te daqurtîne, Keç û kurên te daqurtîne, Pez û dewarên te daqurtîne Û mêw û darhejîrên te daqurtîne. Wê bajarên te yên bisûr ên ku tu pê ewle yî, Bi şûr biperçiqîne.”
Gotina Xudan ev e: “Lê di wan rojan de jî ezê we bi tevahî neqedînim.
Gava ew bêjin: ‘Çima Xwedayê me Xudan tevahiya van tiştan anîn serê me?’ tê ji wan re bêjî: ‘Çawa ku we dev ji min berda û li welatê xwe xulamiya îlahên xerîb kir, hûnê li welatekî ku ne yê we ye wisa ji xerîban re xulamiyê bikin.’
“Ji Mala Aqûb re bêjin, Li Cihûdayê jî bidin bihîstin:
Ya gelê sexik û bêaqil Ku çavên wî heye û nabîne, Guhên wî heye û nabihîze! Vê yekê bibihîze!”
Gotina Xudan ev e: “Ma hûn ji min natirsin? Hûnê li pêş min nelerizin? Min sêlak kir sînorê deryayê û qanûneke herheyî Ku ew jê nikare derbas bibe. Pêlên wê rabin jî, nikare bi ser bikeve, Bike xuşîn jî, nikare derbas bike.
Lê dilê vî gelî serhişk û serhildêr e, Ew bû serhildêr û çû.
Ew di dilê xwe de nabêjin: ‘Em ji Xwedayê xwe Xudan bitirsin Ku barana pêşî û paşî di dema wan de dide Û hefteyên palehiyê ji bo me diparêze.’
Neheqiyên we ew ji we dûr kirin, Gunehên we qencî ji we texsîr kir.
“Di nav gel de mirovên xerab hene. Wekî nêçîrvanên çivîkan di kemînê de ne, Kozikan datînin û mirovan digirin.
Qefeseke bi çivîkan tije çawa be, Malên wan bi hîleyê wisa tije ne. Loma ew mezin û dewlemend bûn,
Qelew bûn û bez girê dan, Di karên xerab de sînor derbas kirin. Ew li doza sêwiyan nanêrin Ku karê wan bimeşe. Ew heqê hejaran naparêzin.”
Gotina Xudan ev e: “Ma ez ji ber vê yekê ceza nekim? Canê min ji miletekî wiha heyfê nestîne?
“Li welêt tiştên bi tirs û saw çêbûn;
Pêxember bi derewan pêxemberiyê dikin Û kahin li gorî fikrên xwe serweriyê dikin. Gelê min jî, ji vê yekê hez dike, Lê di dawiyê de hûnê çi bikin?
“Ya kurên Binyamîn! Birevin dereke sitarê, ji Orşelîmê birevin! Li Teqoayê li boriyê bixin, Li Bêthakkeremê alekê deynin. Çimkî wisa xuya ye ku ji bakur belayek Û şikandina mezin tê.
Ezê Siyona keçika delal û nazdar tune bikim.
Wê şivan bi keriyên xwe re li dijî wê rabin. Wê li derdora wê kon vedin Û hemû li cihê xwe wê keriyên xwe biçêrînin.
“Wê bibêjin: ‘Li dijî wê amadekariya şer bikin, Rabin, em nava rojê êrîşî wê bikin!’ Û ‘Wey li me, çimkî roj diçe ava Û siyên êvarê dirêj dibin.
Rabin, em bi şev êrîşî wê bikin Û bircên wê xera bikin.’”
Çimkî Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Daran bibirin û li dijî Orşelîmê palan ava bikin, Ev bajarê ku divê bê cezakirin, Di nav wê de, ji xeynî zordestiyê tiştek tuneye.
Çawa ku bîr ava xwe teze dihêle, Ew jî xerabiya xwe wisa teze dihêle. Zordarî û zordestî ji wê derê tê bihîstin, Li ber min hergav birîn û nexweşî hene.
Ya Orşelîm, hay ji hişyariyan hebe! Yan na, wê dilê min ji te bixele, ezê te wêran bikim Û te bikim welatekî ku lê nayê rûniştin.”
Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Çawa mêw tên efarekirin, Wê Îsraêliyên saxmayî jî bên civandin. Wekî kesê çûye berhevkirina tirî, Careke din destê xwe bavêje çiqlên mêwê.”
Ez bi kê re bipeyivim? Ez kê hişyar bikim ku guhdarî bike? Va ye, guhê wan giran in, ew baş nabihîzin. Gotina Xudan li gorî wan riswabûnek e, Dilê wan pê şa nabe.
Loma ez bi xezeba Xudan tije me, Ji ragirtina xwe ez westiyam. “Tu tevahiya wê bi ser zarokên li kuçeyan Û koma xortan de birijîne. Çimkî hem mêr hem jin, Kesên kal û bi salan ve çûne jî wê bên girtin.
Wê malên wan, zeviyên wan û jinên wan Ji hinekên din re bimînin. Çimkî ezê destê xwe, Li dijî şêniyên welêt dirêj bikim.” Ev e gotina Xudan.
“Çimkî ji biçûkan heta mezinan, Çavê her kesî li ser qezenca neheq e. Ji pêxemberan heta kahinan, hemû hîlekar in.
Wan birîna gelê min bi sistî kewand. Gava aştî tuneye, ew dibêjin: ‘Aştî, aştî!’
Ji ber kirêtiyên xwe, şermezar bûn? Lê wan qet şerm nekir. Ew nizanin rûsorbûn çi ye. Loma jî wê di nav ketiyan de bin, Gava ez wan ceza bikim, wê biterpilin” dibêje Xudan.
Xudan wiha dibêje: “Li ser riyan bisekinin û binêrin. Pirsa riyên herheyî bikin, Pirsa riya baş bikin û tê de bimeşin. Hûnê rihetiyê ji bo canê xwe bibînin. Lê wan got: ‘Em tê de nameşin.’
Min nobedar danîn ser serê we ku gotin: ‘Guhdariya dengê boriyan bikin.’ Lê wan got: ‘Emê guhdariyê nekin.’
Loma miletno, bibihîzin! Civato! Ya ku wê bê serê wan bizanin.
Erdo bibihîze! Va ye, ez belayekê bi ser vî gelî ve tînim, Ez berê fikrên wan tînim. Çimkî wan guhdariya gotina min nekir, Wan Şerîeta min jî red kir.
Hûn çima ji min re guniyê Sebayê Û qamîşê bêhnxweş ê welatên dûr tînin?! Ez pêşkêşiyên we yên şewitandinê qebûl nakim Û qurbanên we jî, ne bi dilê min in!”
Loma Xudan wiha dibêje: “Va ye, ezê tiştên terpilînê deynim ber vî miletî Ku tê de biterpilin. Bi hev re wê bav û kur, dost û cîran tune bibin.”
Xudan wiha dibêje: “Va ye, ji herêma bakur ve miletek tê, Ji binê dinyayê ve miletekî mezin dikeve nava liv û tevgerê.
Di destên wan de rim û kevan hene. Ew zalim û bêrehm in, Dengê wan wekî xuşîna deryayê ye. Ew li hespan siwar dibin, Mîna şervanên ku tevdîra şer kirine. Ew li dijî te ne, ya Siyona keç!”
Me xebera wan bihîst Û destê me sist bû. Wekî jina ber zarokan, Êş û tengasiyê em girtin.
Neçin çolê Û li ser rê nemeşin. Di destê dijmin de şûr, Li her derê saw heye.
Ya gelê min ê delal! Çûx li xwe bike Û xwe di nav xweliyê de bigevizîne. Çawa tu şîna kurê xwe yê yekta dikî, Wisa jî bi şewat li xwe bixe. Çimkî wê xerabkar jinişkave bi ser me ve bê.
“Min li nav gelê xwe tu kirî çavdêr û kesê diceribîne Ku tu riyên wan biceribînî û fêm bikî.
Hemû jî gelekî serhildêr in, fesadiyê dikin. Wekî tûnc û hesin in, hemû xerabiyê dikin.
Pifik herdem pif dike, agir risas dihelîne. Lê beredayî dihelîne, çimkî xerab naçin.
Wê ji wan re: ‘Zîvê bêkêr’ bêjin, Çimkî Xudan ew red kirin.”
Gotina Xudan ku ji Yêremya re hat ev e:
“Li dergehê Mala Xudan bisekine û li wir vê peyvê biqîre û bêje: ‘Hemû Cihûdayîno, guh bidin gotina Xudan! Hûn ên ku ji bo perizîna Xudan dikevin van dergehan!
Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: Rê û kirinên xwe rast bikin ku ez we li vê derê bidim rûniştandin.
Ew dibêjin: Ev e Perestgeha Xudan! Perestgeha Xudan! Perestgeha Xudan! Lê xwe nespêrin van gotinên derewîn.
Heke hûn ji dil rê û kirinên xwe rast bikin û ji hev re adil bin,
heke hûn zordariyê li xerîb, sêwî û jinebiyan nekin, li vir xwîna bêsûcan nerijînin û li pey îlahan neçin ku xisarê didin we,
wî çaxî ezê li vir, li vî welatî we bidim rûniştandin ku min ji berê ve û heta hetayê daye bav û kalên we.
Lê hûn bi gotinên derewîn ên bêfeyde ewle dibin.
“‘Dizî, mêrkujî, zina, sonda derewîn, bixûra ji Baal re, çûyîna li pey îlahên ku hûn nas nakin
û piştre hatina ber bi min ve, sekna li ber min, li Mala ku bi navê min tê gazîkirin! Paşê jî hûn dibêjin: Em rizgar bûn –û bi tevahiya van kirêtiyan hûn berdewam dikin!
Ma ev Mala ku bi navê min tê gazîkirin, li ber çavê we bû şikefta rêbiran? Va ye ez jî dinêrim.’” Ev e gotina Xudan.
“‘Niha herin cihê min ê ku li Şîloyê bû. Min pêşî li wir navê xwe bicih kiribû. Bibînin ka min ji ber xerabiya gelê xwe Îsraêl çi anî serê wê derê.’”
Gotina Xudan ev e: “‘Niha, ji ber ku we ev kirin û tevî ku min gelek caran ji we re got, we guhdarî nekir û gava min gazî we kir, we bersiv neda,
loma min çi anîbe serê Şîloyê, ezê bînim serê vê Mala ku bi navê min tê gazîkirin, min daye we û bav û kalên we û hûn pê ewle ne.
Çawa ku min tevahiya ziriyeta Efrayîm û tevahiya birayên we avêtibe, ezê we jî, ji hizûra xwe bavêjim.’
“Îcar tu ji bo vî gelî dua neke. Ji bo wan lava û dua neke. Ji min lava neke, çimkî ezê guhdariya te nekim.
Ma tu nabînî ew li bajarên Cihûdayê û li kuçeyên Orşelîmê çi dikin?
Zarok êzingan didin hev, bav êgir pêdixin û jin hevîr dikin ku ji Şahbanûya Ezmanan re kiloran bipêjin. Ji bo ku min hêrs bikin ji îlahan re pêşkêşiyên rijandinê pêşkêş dikin.”
Gotina Xudan ev e: “Ma ew min hêrs dikin? Na! Ew li xwe dikin û xwe didin şermê.
“Loma Reb Xudan wiha dibêje: ‘Va ye, ezê li vê derê, bi ser mirovan, heywanan, darên çolê û berê axê ve hêrs û xezeba xwe birijînim. Wê bişewitîne û netefe.’
“Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Qurbanên xwe yên şewitandinê tevî qurbanên xwe yên din zêde bikin û goşt bixwin.
Çimkî roja ku min bav û kalên we ji welatê Misrê deranîn, min li ser qurbanên şewitandinê û qurbanên din ji wan re negot û li wan emir nekir.
Lê min ev li wan emir kir û got: Hûn guhdariya dengê min bikin û ezê bibim Xwedayê we, hûnê jî bibin gelê min. Di hemû riyên ez li we emir dikim de bimeşin ku qencî bi we bibe.
Lê wan guhdarî nekir û guh neda. Ew tenê li gorî şêwra dilê xwe yê hişk û xerab çûn. Ew ne berepêş, lê berepaş çûn.
Ji roja bav û kalên we ji welatê Misrê derketine û vir ve, min gelek caran, roj bi roj hemû xulamên xwe yên pêxember şandin ba wan.
Lê wan guhdariya min nekir. Wan guh neda û serhişkî kir. Wan ji bav û kalên xwe bêtir xerabî kirin.’
“Tê tevahiya van gotinan ji wan re bêjî, lê wê guhdariya te nekin. Tê gazî wan bikî, lê wê bersiva te nedin.
Tê ji wan re bêjî: ‘Miletê guhdariya dengê Xwedayê xwe Xudan nekir û terbiye qebûl nekir, ev e! Dilsoziya wan a ji bo min nema. Êdî ji devê wan dernakeve.
“‘Ya Orşelîm! Porê xwe kur bike û bavêje, Li ser bilindciyên rût û tazî lavijeke şînê bibêje. Çimkî Xudan nifşê ku xezeba wî rakir, red kir û berda.’”
Gotina Xudan ev e: “‘Kurên Cihûda tiştên di çavê min de xerab in, kirin. Wan li nav Mala ku bi navê min tê gazîkirin, kirêtiyên xwe danîn û ew qirêj kir.
Wan li Tofeta li Geliyê Ben-Hînnomê, bilindciyên perizînê çêkirin. Wan xwest ku li wir kur û keçên xwe bikin qurban. Lê min ev yek li wan emir nekiribû. Di hişê min de jî derbas nebûbû.’”
Gotina Xudan ev e: “‘Loma roj tên ku wê êdî ji wê derê re Tofet û Geliyê Ben-Hînnomê nebêjin, wê bêjin Geliyê Serjêkirinê. Çimkî heta cih nemîne wê wan li Tofetê veşêrin.
Wê cendekên vî gelî ji teyrên ezmanan û heywanên çolê re bibin xurek û wê tu kes wan nelerizîne.
Ezê li bajarên Cihûdayê û kuçeyên Orşelîmê dengê kêf û şahiyê, dengê bûk û zavê nehêlim. Çimkî wê welat wêran bibe.’”
Gotina Xudan ev e: “‘Wê gavê wê hestiyên padîşahên Cihûdayê, hestiyên serekan, hestiyên kahinan, hestiyên pêxemberan û hestiyên şêniyên Orşelîmê ji gorên wan bên derxistin.
Wê li ber roj, heyv û tevahiya nexşên ezmanan bên raxistin ku wan ji wan hez kir, xulamî kir, da pey wan, lê geriyan û deverû çûn erdê. Wê neyên civandin û neyên veşartin. Wê li ser axê wekî ziblê bimînin.
Wê hemû kesên ku ji vî miletê xerab sax mane, li hemû derên ku min ew ajotin, wê di saxiya xwe de, xweziya xwe bi mirinê bînin.’” Ev e gotina Xudanê Karîndar.
“Ji wan re bêje: Xudan wiha dibêje: “‘Ma mirovê ketiye, ranabe? Kesê ji rê derketiye, venagere?
Loma çima ev gel averê dibe Û çima Orşelîm hergav çivanokiya xwe didomîne? Ew hîlekariyê zexim digirin Û red dikin ku vegerin.
Min guhdarî kir û bihîst, lê ew rast nabêjin. Tu kes ji xerabiya xwe poşman nabe, Tu kes nabêje: Wey min çi kir?! Herkes wekî hespê ku di şer de dide cirîdan, Vedigere ser riya xwe.
Leglega li ezmanan jî demên xwe dizane. Qumrî, hechecik û quling demên koçkirina xwe pêk tînin. Lê gelê min hikmên Xudan nizane.
“‘Hûn çawa dibêjin: Em şehreza ne Û Şerîeta Xudan li ba me ye? Va ye pênûsa derewîn a nivîsendeyan, Şerîet kir derew.
Şehreza şermezar bûn Û hat şikandin û desteserkirin. Va ye wan gotina Xudan red kir, Ka çi şehrezayî li ba wan heye?
Loma ezê jinên wan bidim kesên din Û zeviyên wan bidim dagirkeran. Çimkî ji biçûkan heta mezinan, Çavê her kesî li ser qezenca neheq e. Ji pêxemberan heta kahinan, hemû hîlekar in.
Wan birîna gelê min ê delal, bi sistî kewand. Gava aştî tuneye, ew dibêjin: Aştî, aştî!
Ji ber kirêtiyên xwe, şermezar bûn? Lê wan qet şerm nekir. Ew nizanin rûsorbûn çi ye, Loma jî wê di nav ketiyan de bin, Gava hatin cezakirin, wê biterpilin’” dibêje Xudan.
Gotina Xudan ev e: “‘Ezê wan bi tevahî biqedînim. Wê di mêwê de tirî Û di darhejîrê de hejîrek tunebe, Wê pel jî biçilmisin. Ya ku min daye wan, wê ji wan derkeve.’”
Gel dibêje: “Ma em çima li vir rûdinin? Divê em bicivin û bikevin bajarên bisûr, Li wir em bimirin. Çimkî Xwedayê me Xudan em ji mirinê re hiştin. Ji ber ku me li dijî Xudan guneh kir, Wî ava jehrê bi me da vexwarin.
Em li hêviya aştiyê man, lê qencî nayê, Em li benda şifayê man, va ye saw tê.
Ji Danê firefira hespên dijminan tê bihîstin, Dengê hîrîna hespên wan ên zor tevahiya welêt dilerizîne. Ew tên ku welat û hemû tiştên tê de, Bajar û şêniyên wî daqurtînin.”
“Va ye ezê mar û koremarên ku sêrbaz nikare bigire, Bişînim nav we ku bi we vedin.” Ev e gotina Xudan.
Kul û kedera bêderman li ser min e, Dilê min xayîs e.
Va ye, dengê hewara gelê min ê delal Ji sînorên dûr ên welêt tê. Dibêje: “Ma Xudan ne li Siyonê ye? Padîşahê wê ne li wir e?” –Xudan dibêje: “Loma wan ji bo çi bi pûtên xwe Û tiştên pûç ên xerîb ez hêrs kirim?”–
“Dirûn derbas bû, havîn jî xilas bû Û em rizgar nebûn.”
Dilê min bi birîna gelê min ê delal, birîndar e, Ez şînê dikim, dilê min bi keder e.
Gelo li Gîladê melhem tuneye? Gelo li wir hekîm tuneye? Çima birîna gelê min ê delal nehate dermankirin?
Xwezî serê min kanî Û çavê min çavkaniya hêsiran bûya Ku ez ji bo kuştiyên gelê xwe yê delal, Bi şev û roj bigiriyama.
Xwezî ji bo min li beriyê, Qonaxeke rêwiyan hebûya Ku min gelê xwe berda Û ez ji ba wan biçûma. Hemû zinakar û koma bêbextan in.
“Ew zimanê xwe wekî kevanê ditikînin, Bi derewan, ne bi dirustiyê li welêt hêzdar bûn. Çimkî ew xerabiyê li ser xerabiyê dikin Û min nas nakin.” Ev e gotina Xudan.
“Bila herkes xwe ji cîranê xwe biparêze Û bi tu birayekî xwe ewle nebe. Çimkî her bira dixapîne Û her cîran fesadiyê dike.
Herkes cîranê xwe dixapîne, Tu kes rastiyê nebêje. Wan gotina derew hînî zimanê xwe kir. Ewqas xerabiyê dikin ku xwe diwestînin.
Dera tu lê rûdinî, navenda hîleyê ye, Ji ber hîlekariya xwe, wan naskirina min red kir.” Ev e gotina Xudan.
Loma Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Va ye, ezê wan safî bikim û biceribînim, Çimkî ez bi gelê xwe yê delal çiyê din bikim?
Zimanê wan tîrekî kujer e, Hergav hîleyê dikin. Bi devê xwe, ji cîranên xwe re gotinên aştiyê dibêjin, Lê di dilê xwe de jê re kemînê datînin.”
Gotina Xudan ev e: “Ma ez wan ji ber vê yekê ceza nekim? Canê min ji miletekî wiha heyfê nestîne?”
Ezê ji bo çiyayan bigirîm û şînê bikim, Ezê li ser mêrgên çolê lavijeke şînê bêjim, Çimkî şewitîn û kes tê re derbas nabe. Dengê keriyan nayê bihîstin, Ji teyrên ezmanan û heta heywanên çolê reviyan û çûn.
“Ezê Orşelîmê bikim şikêra keviran û warê çeqelan. Ezê bajarên Cihûdayê bikim wêraneyeke bêkes.”
Ma kî ewqasî şehreza ye ku vê yekê fêm bike? Ma devê Xudan ji kê re got ku ew gotina wî eşkere bike? Ji bo çi welat tune û wêran bû. Çima bû beriyeke wisa ku kes tê re derbas nabe?
Xudan dibêje: “Çimkî wan dev ji Şerîeta min a ku min da wan berda. Wan guhdariya dengê min nekir û li gorî wî nemeşiyan.
Lê ew li pey dilhişkiya xwe meşiyan. Çawa ku bav û kalên wan hînî wan kiriye, wan da pey Baalan.”
Loma Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Ezê giyayê tehl bi vî gelî bidim xwarin û ava jehrî bi wan bidim vexwarin.
Ezê wan di nav miletên ku ew û bav û kalên wan pê nizanin de belav bikim û heta ku ez wan biqedînim, ezê şûr bi ser wan de bişînim.”
Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Baş bifikirin û gazî jinên şînê bikin, bila bên! Bişînin pey jinên hunermend, bila werin.
Bila bilezînin û şîna me bikin Ku hêsir ji çavê me werin xwarê Û ji bijangên me av biherike.
Çimkî ji Siyonê dengê şînê tê û dibêje: ‘Em çawa xera bûn! Em gelekî şermezar bûn! Çimkî me dev ji welêt berda Û wan warên me helak kirin.’”
Jinno! Gotina Xudan bibihîzin! Bila guhê we peyva devê wî hilîne! Şînê hînî keçên xwe bikin, Bila herkes lavija şînê hînî cîranê xwe bike.
Mirin di kulekan re ket qesrên me Ku zarokên kuçeyan Û xortên meydanan helak bikin.
Gotina Xudan ev e: “Wê cendekên mirovan Wekî ziblê bikevin ser axê Û melûya li pey dasvanan bikevin, Wê tu kes wan nede hev.”
Xudan wiha dibêje: “Bila şehreza bi şehrezayiya xwe, Mêrxas bi mêrxasiya xwe Û dewlemend bi dewlemendiya xwe pesnê xwe nede.
Bila kesê pesnê xwe dide Bi vê yekê pesnê xwe bide: Ew min nas bike û fêm dike ku ez Xudan im Û ez heqî, edalet û dilovaniyê li dinyayê pêk tînim, Çimkî ez bi vê razî dibim.” Ev e gotina Xudan.
Gotina Xudan ev e: “Va ye, ew roj tên ku ezê her kesê ku tenê bi bedena xwe sinet bûn ceza bikim;
Misrî, Cihûdayî, Edomî, Emmonî, Moavî û hemû kesên ku li beriyê dijîn û kesên porê li kêlekên serê xwe diqûsînin. Çimkî tevahiya van miletan bêsinet in û tevahiya Mala Îsraêl di dil de bêsinet in.”
Ya Mala Îsraêl! Gotina ku Xudan ji we re dibêje, bibihîzin!
Xudan wiha dibêje: “Riya miletan hîn nebin Û li ber nîşanên ezmanan neşikên. Çimkî milet li ber wan dişikên.
Adetên miletan pûç in. Darekî ji daristanê dibirin, Bi bivir, bi destê hosteyekî,
Bi zêr û zîv dixemilînin, Bi çakûç û bizmaran zexim dikin Ku ji cihê xwe nelebite.
Pûtên wan, wekî natorê bostanê xiyaran napeyivin, Divê bên hilgirtin, nameşin. Ji wan netirsin, nikarin xerabiyê bikin, Nikarin qenciyê jî bikin.”
Ya Xudan! Yekî wekî te tuneye. Tu mezin î û navê te bi hêzê mezin e.
Ya Padîşahê miletan! Kî ji te natirse? Çimkî ev li te dikeve. Di nav hemû şehrezayên miletan Û hemû welatan de wekî te tuneye.
Hemû bi hev re bûn ehmeq û bêaqil, Şîreta pûtan ji darê ne çêtir e!
Ji Tarşîşê zîvê kutandî Û ji Ûfazê zêr tê anîn. Karê destê hoste û zêrkeran e. Mor û şînê tarî cilên wan in, Hemû jî karê hunermendan e.
Lê Xudan, Xwedayê Rast e, Xwedayê Jîndar û Padîşahê herheyî ew e. Ji hêrsa wî dinya dilerize Û milet li ber xezeba wî xwe ranegirin.
“Tê ji wan re wiha bêjî: ‘Îlahên ku erd û ezman neafirandine, Wê ji erdê û ji bin ezmanan tune bibin.’”
Wî bi hêza xwe erd afirand, Bi şehrezayiya xwe dinya danî Û bi fêmdariya xwe ezman tikand.
Gava ew dengê xwe dike, Li ezmanan av dixuşe Û ew ji binê dinyayê jî ewran bilind dike. Ew ji bo baranê brûskan çêdike, Ji embarên xwe bayê dertîne.
Her kes ehmeq û nezan e. Her zêrker ji ber pûtên xwe şerm dike, Çimkî pûtên wî yên rijandî derew ne, Hilma wan tuneye.
Ew pûç û vala ne, karên hîleyê ne. Di dema cezakirina wan de wê tune bibin.
Para Aqûb ne wekî wan e, Çimkî Yê ku şikil dide her tiştî ew e Û Îsraêl eşîra mîrasa wî ye. Navê wî Xudanê Karîndar e.
Ya hûnê ku di bin dorpêçkirinê de ne! Mal û milkê xwe ji erdê bidin hev.
Çimkî Xudan wiha dibêje: “Va ye ezê vê carê şêniyên welêt bavêjim. Ezê wan bixim tengasiyê ku ew pê bihesin.”
Ji ber şikestina min, wey li min! Birîna min bêderman e. Lê min got: “Bi rastî, ev derdê min e. Divê ez hildim.”
Konê min xera bû, hemû qeytanên min qetiyan. Zarokên min ji ba min çûn, tunene. Kesê ku careke din konê min vede Û perdeyên min ava bike êdî tuneye.
Çimkî şivan ehmeq in û şêwra xwe bi Xudan nakin. Loma karên wan bi ser neket Û hemû keriyên wan belav bûn.
Guh bide! Va ye xeberek tê! Ji herêma bakur xirecira mezin tê Ku bajarên Cihûdayê bike wêrane û warê çeqelan.
Ya Xudan, ez dizanim riya mirovan Ne di destê wan de ye. Gava dimeşin, ew nikarin gavên xwe rasterast bavêjin.
Ya Xudan, min terbiye bike, Lê ne bi hêrsa xwe, bi pîvan terbiye bike, Yan na, tê min hêdî hêdî biqedînî.
Xezeba xwe, bi ser miletên ku te nas nakin de Û bi ser eşîrên ku gazî navê te nakin de birijîne. Çimkî wan ziriyeta Aqûb xwar. Erê, wan ew xwar û qedand, Wan warê wî jî wêran kir.
Gotina Xudan ku ji Yêremya re hat ev e:
“Gotinên vê peymanê bibihîze û ji gelê Cihûda û şêniyên Orşelîmê re bêje.
Ji wan re bêje: ‘Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: Bila nalet li wan be ku guhdariya gotinên vê peymanê nakin.
Roja min bav û kalên we ji welatê Misrê, ji êtûna helandina hesin deranî, min li wan emir kir û got: Guh bidin dengê min û her tiştê ku li we emir dikim pêk bînin ku hûn bibin gelê min û ez jî bibim Xwedayê we.
Loma ezê sonda xwe ya min ji bav û kalên we re xwaribû pêk bînim ku welatê şîr û hingiv jê diherike bidim wan, çawa ku hûn îro lê ne.’” Min bersiv da û got: “Amîn, ya Xudan!”
Xudan ji min re got: “Tevahiya van gotinan li hemû bajarên Cihûdayê û li kuçeyên Orşelîmê biqîre û bêje: ‘Gotinên vê peymanê bibihîzin û pêk bînin.
Çimkî ji roja ku min bav û kalên we ji welatê Misrê deranî heta îro min bi dil ew hişyar kirin. Min gelek caran ew hişyar kirin ku guh bidin dengê min.
Lê wan guhdarî nekir û guh nedayê. Hemûyan jî da pey serhişkiya dilê xwe yê xerab. Min jî hemû gotinên vê peymanê bi ser wan de anî. Çimkî min li wan emir kir ku pêk bînin. Lê wan nekir.’”
Xudan ji min re got: “Fen û fûtên gelê Cihûda û şêniyên Orşelîmê derket meydanê.
Ew vegeriyan xerabiya bav û kalên xwe ku nedixwestin guhdariya gotinên min bikin. Wan da pey îlahan û xulamiya wan kir. Mala Îsraêl û Mala Cihûda peymana min xera kir ku min bi bav û kalên wan re kiriye.
Loma Xudan wiha dibêje: ‘Va ye, ezê xerabiyekê bi ser wan de bînim ku nikaribin ji binî rabin. Li min bikin hewar jî, ezê guhdariya wan nekim.
Wî çaxî wê bajarên Cihûda û şêniyên Orşelîmê herin û ji îlahên ku ji wan re bixûrê dişewitînin bikin hewar. Lê gava ev bela bê serê wan, wê ev îlah nikaribin wan rizgar bikin.
Cihûdayîno! Bi qasî hejmara bajarên we, îlahên we hene. Bi qasî hejmara kuçeyên Orşelîmê, we gorîgeh çêkirin ku ji wî îlahê jê tê şermkirin, ango ji Baal re, bixûrê pêxin.’
“Lê tu ji bo vî gelî dua û lava neke. Çimkî di tengasiyê de gava ew gazî min bikin, ezê guhdariya wan nekim.
“Madem ew gelek xerabiyan pîlan dikin, Naxwe karê hezkiriya min li Mala min çi ye? Gelo soz û goştê pîrozkirî dikare Felaketa were serê te tune bike ku tu şa bibî?”
Xudan navê darzeytûna şîn li te kir Ku bi fêkiyê xwe yê baş xweşik e. Lê gava bahoz rabû, Wê agir bi darê bikeve Û guliyên wê xera bike.
Xudanê Karîndar ê ku tu danî, Li dijî te xerabiyê emir kir. Çimkî Mala Îsraêl û Mala Cihûda, Ji Baal re bixûr pêxist. Bi vî awayî hem li xwe xerabî kir, Hem jî ez hêrs kirim.
Xudan bi xwe fen û fûtên wan bi min da zanîn. Li ser vê yekê min zanî. Piştre wî karên wan ên xerab jî nîşanî min da.
Pêşî, ez wekî berxê belengaz bûm ku dibin serjêkirinê. Min nizanibû ku wan li dijî min fen û fût kir û got: “Em darê bi fêkiyê wê re xera bikin! Em wî ji diyarê zindiyan helak bikin Ku careke din navê wî neyê bibîranîn.”
Lê ya Xudanê Karîndar! Ya Dadgerê adil ê ku dil û raman diceribîne! Ez heyfa ku tê ji wan bistînî bibînim, Çimkî min doza xwe li ber te vekir.
“Li ser vê yekê, Xudan li ser gelê Enatotê yê ku li pey kuştina te bûn wiha dibêje: ‘Wan digot: Bi navê Xudan pêxemberiyê neke, yan na emê te bi destê xwe bikujin.’
Loma Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Va ye ezê wan ceza bikim. Wê xortên wan bi şûr bên kuştin. Wê kur û keçên wan bi xelayê bimirin.
Wê kesek ji wan sax nemîne. Çimkî gava sala cezakirina wan were, ezê belayê bînim serê gelê Enatotê.’”
Gava ez li ber te dozê vekim, Tu mafdar î, ya Xudan. Lê bihêle, ez bi te re li ser edaletê bipeyivim. Çima riya xeraban bi xêr e? Her bêbext ji bo çi rihet e?
Tu wan dadiçikînî û ew kok didin, Mezin dibin û fêkî didin. Ew bi dev nêzîkî te ne, Lê dilê wan ji te dûr e.
Lê ya Xudan! Tu min dizanî. Tu min dibînî û diceribînî, Dilê min li ba te ye. Wan wekî pezê serjêkirinê kifş bike Û ji bo roja kuştinê veqetîne.
Heta kengê, wê welat şînê bike Û giyayê hemû zeviyan biçilmise? Ji ber xerabiya şêniyên wî, Çivîk û heywan tune bûn. Çimkî mirovan got: “Ew pêşeroja me nabîne.”
“Heke tu bi peyayan re beziyabî û westiyabî, Tê çawa bi hespan re bibezî? Heke tu li diyarê aştiyê biterpilî, Tê di nava deviyên Çemê Şerîayê de çi bikî?
Çimkî birayên te û mala bavê te jî, Bi te re bêbextî kir. Ew bi dengê bilind li pey te qîriyan. Gotinên xweş li rûyê te bêjin jî, Tu ji wan bawer neke.
“Min dev ji mala xwe berda, Mîrasa xwe red kir. Min hezkiriya dilê xwe da destê dijminên wê.
Mîrasa min ji min re bû wekî şêrê daristanê, Wî himmînî li min kir, loma min jê nefret kir.
Ma mîrasa min li gorî min nebû teyrê dirinde yê deqdeqî Ku teyrên din ên dirinde dorpêç û êrîşê wê dikin? Herin, hemû heywanên çolê bicivînin, Bînin ku wê bixwin.
Gelek şivanan rezê min xera kir. Wan para min perçiqand, Para min a hêja kir beriya bêkes.
Wan ew wêran kir, Li ber min wêranbûyî şînê dike. Tevahiya welêt wêran bû, Lê ew ne xema dilê tu kesî ye.
Bi ser hemû bilindciyên rût û tazî yên beriyê ve Xerabkar hatin. Ji seriyekî welêt heta seriyê din, Şûrê Xudan dixwe. Wê ji hemû beşerê re aştî tunebe.
Wan genim çand û stirî hilanî, Wan keda xwe da, lê feyde nedît. Hûnê ji ber hêrsa Xudan a dijwar, Ji berên xwe şerm bikin.”
Xudan wiha dibêje: “Ezê hemû cîranên xwe yên xerab ên ku dest davêjin mîrasa ku min daye gelê xwe Îsraêl, ji welatên wan ji kokê rakim. Ezê Mala Cihûda jî, ji nav welatên wan rakim.
Piştî min ew jî rakirin, ezê dîsa li ber wan bikevim û her yekî ji wan vegerînim ser mîras û welatê wî.
Îcar heke ew milet, çawa ku hîn kiriye ku bi navê Baal sond bixwin, hîn bikin ku di riya gelê min de bimeşin, bi navê Xudan sond bixwin û bêjin: ‘Bi navê Xudanê Jîndar,’ wê gavê wê di nav gelê min de avadan bin.
Lê ezê her miletê ku guhdarî neke, ji kokê ve rakim û tune bikim.” Ev e gotina Xudan.
Xudan ji min re wiha got: “Here û ji xwe re piştênkeke kitanî bikire, li navtenga xwe bipêçe, lê nexe nava avê.”
Li gorî gotina Xudan min piştênk kirî û li navtenga xwe pêça.
Gotina Xudan careke din ji min re hat û got:
“Piştênka te kiriye û li navtenga xwe pêçaye bibe, here Peratê û li wir di qelîştokeke zinarekî de veşêre.”
Ez çûm û çawa ku Xudan li min emir kir, min ew li nêzîkî Peratê veşart.
Piştî demeke dirêj Xudan ji min re got: “Rabe, here Peratê û wê piştênkê hilde ku min ji te re gotibû li wir veşêre.”
Ez rabûm çûm ber Peratê, min kola û piştênk ji dera ku min lê veşartibû hilda. Lê piştênk xera bûbû. Bi kêrî tu tiştî nedihat.
Gotina Xudan ji min re hat û got:
“Xudan wiha dibêje: ‘Ezê hem pozbilindiya Cihûdayê, hem pozbilindiya mezin a Orşelîmê jî wiha xera bikim.
Ev gelê xerab guh nade gotina min. Ew didin pey serhişkiya dilê xwe û îlahan ku ji wan re xulamiyê dikin û diperizin wan. Bi vî awayî wê bibin wekî wê piştênka ku bi kêrî tu tiştî nayê.
Çimkî, çawa ku mirov piştênk li pişta xwe girê dide, min jî tevahiya Mala Îsraêl û tevahiya Mala Cihûda bi xwe ve xwe girê da.’” Ev e gotina Xudan. “‘Min ew li pişta xwe pêça ku ji min re bibin gel, bibin delalî, bibin pesin û spasî. Lê wan guh neda.’
“Loma tê ji wan re vê gotinê bêjî: ‘Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: Wê her meşk bi şerabê tije be.’ Îcar wê ji te re bêjin: ‘Qey em nizanin divê her meşk bi şerabê tije bibe?’
Wî çaxî tê ji wan re bêjî: ‘Xudan wiha dibêje: Ezê hemû şêniyên vî welatî; padîşahên ku li ser textê Dawid rûdinin, kahin, pêxember û hemû şêniyên Orşelîmê, bi serxweşiyê tije bikim.
Ezê wan, bav û kuran li hev bixim û bipelixînim.’” Ev e gotina Xudan. “‘Ezê li ber wan nekevim û wan ji cezakirinê neparêzim. Gava ez wan xera dikim, ezê li wan neyêm rehmê.’”
Bibihîzin, guh bidin! Pozbilindiyê nekin! Çimkî Xudan wiha gotiye.
Beriya ku tarî bikeve erdê Û lingên we li çiyayên tariya êvarê biterpile, Xwedayê xwe Xudan birûmet bikin. Çimkî gava hûn li benda ronahiyê ne, Wê Xudan rojê bizivirîne şevereş û taristana kûr.
Lê heke hûn guhdarî nekin, Ezê ji ber quretiya we bi dizî bigirîm. Wê çavê min bi êş dilopan bike Û wê hêsirên min bibarin. Çimkî keriyê Xudan dibe êsîr.
Ji padîşah û ji diya padîşah re bêje: “Xwe nizim bikin û rûnin. Çimkî taca berziyê ji serê we ket.”
Wê bajarên Negevê bên girtin, Kesê wan veke tunebe. Wê tevahiya gelê Cihûda bê sirgûnkirin, Erê, wê hemûyan bi hev re sirgûn bikin.
Ya Orşelîm, serê xwe rake Û kesên ji bakur tên bibîne! Ka ew keriyê ku dabûn te, Keriyê te yê xweş li ku ye?
Kesên te dostanî hînî wan kir, Gava li ser serê te kirin serwer tê çi bêjî? Wekî êşa jina ku zarok tîne, Ma wê êş bi te negire?
Heke tu di dilê xwe de bêjî, “Ji bo çi ev hatin serê min?” Ji ber zêdebûna xerabiyên te, Dawa te rabû û destdirêjî li te bû.
Ma kesê Kûşî dikare çermê xwe An piling dikare deqên xwe biguherîne? Kesê wekî te tenê hînî xerabiyê bûye jî, Nikare qenciyê bike.
“Loma ezê te wekî pûşê belav bikim Ku ketiye ber bayê beriyê.”
Gotina Xudan ev e: “Pişka te ev e, Para ku min ji te re pîva ev e. Çimkî te ez ji bîr kirim Û baweriya xwe bi îlahên derewîn anî.
Ezê dawa te bi ser çavê te ve hildim Û wê şerma te xuya bibe.
Min li ser girên çolê, Kirêtiyên te, zinayên te, Hîrînên te û riswatiya fahîşetiya te dît. Wey li te ya Orşelîm! Ma tê heta kengê paqij nebî?”
Gotina Xudan a li ser xelayê ku ji Yêremya re hat û got ev e:
“Cihûdayî şînê dikin û dergehên wan çilmisî ne. Ew bi keder li erdê rûdinin, Qareqara Orşelîmê bilind dibe.
Esilzadeyên wê xulamên xwe dişînin avê, Ew diçin sarincan, lê avê nabînin, Firaxên wan vala vedigerin. Şerm dikin, riswa dibin, Serê xwe dixin ber xwe.
Ax terikî ye, li welêt baran tuneye. Cotkar şerm dikin û serê xwe dixin ber xwe.
Ji ber tunebûna giyê, xezala çolê jî Karika xwe ya nûzayî dihêle û diçe.
Ji ber tunebûna şînahiyê, kerên çolê Li ser bilindciyên rût û tazî disekinin Û wekî çeqelan dikin hilkehilk. Çavê wan tefiyaye.”
Her çiqas neheqiyên me li dijî me şahidiyê bikin jî, Tu ji bo xatirê navê xwe tiştekî bike, ya Xudan! Çivanokên me gelek in Û me li ber te guneh kirin.
Ya hêviya Îsraêl, Rizgarkarê wî û dema tengasiyê! Çima tu li welêt wekî xerîbek î, Wekî rêwiyê şevekê yî?
Çima tu wekî kesekî şaşbûyî, Wekî mêrxasekî ku hêza wî têra rizgarkirinê nake? Belê tu di nav me de yî, ya Xudan! Em bi navê te tên gazîkirin, me bernede!
Xudan li ser vî gelî wiha dibêje: “Wan ji gerê hez kir Û ji lingê xwe re nebûn asteng. Loma Xudan ji wan ne razî ye, Niha wê neheqiyên wan bi bîr bîne, Wê ji ber gunehên wan, ceza bike.”
Xudan ji min re got: “Ji bo qenciya vî gelî dua neke.”
Ew rojiyê jî bigirin, ezê guhdariya lavakirina wan nekim. Ew qurbana şewitandinê û pêşkêşiya dexlê jî bidin, ezê ji wan razî nebim. Ezê bi şûr, kul û xelayê wan biqedînim.
Îcar min got: “Ax, ya Reb Xudan, pêxemberan ji wan re got: ‘Hûnê şûr nebînin. Wê xela li ba we ranebe û ezê li vir aştiya mayînde bidim we.’”
Wî çaxî Xudan ji min re got: “Pêxember bi navê min pêxemberiya derewîn dikin. Min ew neşandine, min li wan emir nekiriye û min ji wan re negotiye. Tiştên ji we re dibêjin dîtiniyên derewîn, remildarî, pûtperestiya vala û hîlekariya dilê wan bixwe ye.”
Loma Xudan li ser pêxemberên ku bi navê wî diaxivin lê wî ew neşandine, wiha dibêje: “Ew dibêjin: ‘Wê li vî welatî şûr û xela tunebe.’ Lê wê bi şûr û xelayê tune bibin.
Ew gelê ku pêxemberiyê ji wan re dikin, wê ji ber şûr û xelayê ber bi kuçeyên Orşelîmê ve bên avêtin. Wê kesekî wî gelî; jin, kur û keçên wî gelî veşêre tunebe. Çimkî ezê xerabiya wan bi ser wan de bînim.
“Tê ji wan re vê gotinê bêjî: “‘Bila çavên min, Şev û roj hêsiran bibarîne û nesekine. Çimkî gelê min, keça min a xama, Şikestina mezin xwar Û bi giranî birîndar bû.
Ez herim zeviyê, ezê kesên bi şûr hatine kuştin, Ez herim bajêr, ezê kesên ji ber xelayê nexweş in bibînim. Çimkî pêxember jî, kahin jî, Li seranserê welêt digerin lê tiştekî nizanin.’”
Ma te Cihûda bi tevahî red kir? Ma dilê te ji Siyonê nefret dike? Ji bo çi te li me xist û şifaya me tuneye? Em li benda aştiyê man, qencî nehat. Em li hêviya dema şifayê bûn, tirs û saw hat.
Ya Xudan, tu bi xerabiya me Û bi neheqiya bav û kalên me dizanî. Me li dijî te guneh kir.
Ji bo xatirê navê xwe me kêm nebîne, Textê xwe yê birûmet erzan neke. Peymana te bi me re kiriye bi bîr bîne û xera neke.
Ma pûtekî miletan bikaribe baranê bibarîne heye? Ma ezman dikarin ji ber xwe, taviyê bibarînin? Ya Xwedayê me Xudan! Ma tu ne ew î? Hêviya me tu yî, çimkî te ev hemû tişt kirin.
Xudan ji min re got: “Mûsa û Samûêl li ber min bisekinin û lava jî bikin, wê dilê min ne bi vî gelî ve be. Wan ji ber çavê min dûr bixe, bila herin.
Gava ew ji te re bibêjin: ‘Em herin ku derê?’ ji wan re bibêje: ‘Xudan wiha dibêje: “‘Kesê ji bo mirinê ye, bila here mirinê. Kesê ji bo şûr e, bila here ber şûr. Kesê ji bo xelayê ye, bila here xelayê. Kesê ji bo êsîriyê ye, bila bibe êsîr.’”
Gotina Xudan ev e: “Ezê çar cure bela bînim serê wan; ji bo kuştinê şûr, ji bo kişkişandinê se, ji bo xwarin û xerakirinê teyrên ezmanan û heywanên çolê.
Ji ber tiştên ku Padîşahê Cihûdayê, Minaşşeyê kurê Hîzqiya li Orşelîmê kirine, ezê wan di çavê hemû padîşahiyên dinyayê de bikim mijara sawê.
“Ya Orşelîm! Wê kî li ber te bikeve? Wê kî ji bo te şînê bike? Wê kî berê xwe bide te Û li rewşa te bipirse?”
Gotina Xudan ev e: “Te ez berdam, tu bi paşve diçî! Loma min jî destê xwe li dijî te dirêj kir û tu wêran kirî, Ji dilovanîkirinê ez westiyam.
“Ezê li dergehên welêt Wan bi melhêbê bidêrînim. Ezê wan bêzarok bihêlim, Ezê gelê xwe tune bikim. Ew ji riyên xwe venegeriyan.
Wê hejmara jinebiyên wan ji sêlaka deryayê bêtir be. Ezê nava rojê bi ser dayika xortan de xerabkaran bişînim Û jinişkave saw û tengasiyê bînim ser wan.
Wê jina ku heft zarok anîne, biçilmise, Nefesa dawî bide û bimire. Hê nîvro bû, roja wê çû ava, Ew rûreş û şermezar bû. Ezê kesên din jî li ber dijminên wan bidim ber şûran.” Ev e gotina Xudan.
Ax dayika min! Wey li min ku te ez anîm dinyayê! Ez bi tevahiya welêt re pevçûn û berberiyê dikim! Ne min bi deyn stand, ne jî min bi deyn da, Lê herkes nifir li min dike.
Xudan got: “Bêguman ezê te ji bo qenciyê azad bikim, Di dema bela û tengasiyê de, Dijminan li ber te bidim lavakirin.
“Ma mirov hesin, hesinê bakur û tûncan dikare bişikêne?
Ji ber hemû gunehên te, Ezê tevahiya mal û xezîneyên te, Wekî malê talên li seranserê welêt bêpere bidim.
Ezê we, li welatekî hûn nas nakin, Ji dijminên we re bikim kole. Çimkî hêrsa min wekî êgir pêket Û wê li dijî we bişewite.”
Ya Xudan, tu vê dizanî! Min bi bîr bîne, li min xweyî derkeve. Heyfa min ji zordarên min bistîne. Di sebra te de min ji mirinê re nehêle, Bizanibe ez ji bo xatirê te hatim riswakirin.
Gava gotinên te hatin dîtin, min ew xwarin Û ew ji min re bûn şahî û kêfxweşiya dilê min. Çimkî ez bi navê te têm gazîkirin. Ya Xwedayê Karîndar Xudan!
Ez di koma şabûyiyan de rûneniştim, Min şahî nekir. Ji ber destê te ez bi tena serê xwe rûniştim, Çimkî te ez bi xezebê dagirtim.
Çima êşa min bêdawî Û birîna min bêderman e? Ji bo çi, şifayê red dike? Ma tê ji min re wekî newaleke xapînok Û ava bêewle bibî?
Loma Xudan wiha dibêje: “Heke tu bizivirî, ezê te vegerînim Ku tu li ber min bisekinî. Heke tu tiştên hêja bêjî, ne yên bêkêr, Tê bibî wekî devê min. Wê gavê wê gel li te vegere, Ne ku tê li wan vegerî.
Ezê te ji vî gelî re bikim sûrekî tûncîn. Wê li dijî te şer bikin, lê wê bi te nikaribin. Çimkî ez bi te re me ku te xilas û rizgar bikim.” Ev e gotina Xudan.
Ezê te ji destê xeraban rizgar bikim Û ji kefa destê zordaran azad bikim.
Gotina Xudan ji min re hat û got:
“Ji xwe re jinê neyîne. Bila li vê derê kur û keçên te tunebin.”
Çimkî Xudan li ser kur û keçên li vir tên dinyayê, dayikên wan ên ku wan tînin û bavên li vî welatê ku jê ne wiha dibêje:
“Wê bi nexweşiyên mirinê bimirin û wê tu kes şîna wan neke. Wê neyên veşartin û li ser axê bibin zibil. Wê bi şûr û xelayê biqedin. Wê cendekên wan ji teyrên ezmanan û heywanên çolê re bibin xurek.”
Çimkî Xudan wiha dibêje: “Nekeve mala şînê. Ranebe li xwe nexe û ji bo wan neke hewar. Çimkî min aştî, rehim û dilovaniya xwe ji ser vî gelî rakir.” Ev e gotina Xudan.
“Wê li vî welatî mezin jî, biçûk jî bimirin. Wê neyên veşartin û tu kes şîna wan neke. Wê tu kes xwe birîndar neke û ji bo wan porê xwe kur neke.
Wê tu kes ji bo dilşikestiyan nên qet neke û şîniyan teselî neke. Wê tu kes kasa teseliyê nede kesê ku dê û bavê wî miriye.
“Neçe mala şahiyê, bi wan re rûnenê, nexwe û venexwe.
Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Va ye ezê li vir dengê şahiyê, dengê şabûnê û dengê bûk û zavê di saxiya we de û li ber çavê we biqedînim.’
“Gava te tevahiya van got, wê ji te re bêjin: ‘Çima Xudan diyar kir ku tevahiya van xerabiyan bîne serê me? Neheqiya me çi ye û me çi guneh li dijî Xwedayê xwe Xudan kiriye?’
Wî çaxî tê ji wan re bêjî: ‘Gotina Xudan ev e: Bav û kalên we dev ji min berda û da pey îlahan. Wan xulamiya wan kir û li ber wan çok vedan. Wan ez berdam û Şerîeta min pêk neanî.
We ji bav û kalên xwe zêdetir xerabî kir. Ji bo guhdariya min nekin, we da pey serhişkiya dilê xwe yê xerab.
Ji ber vê yekê ezê we ji vî welatî bavêjim welatekî ku hûn û bav û kalên we pê nizanin. Hûnê li wê derê bi şev û roj ji îlahan re xulamiyê bikin. Çimkî ezê li ber we nekevim.’
“Gotina Xudan ev e: ‘Loma, va ye! Roj tên ku mirov êdî nebêjin: Bi navê Xudanê Jîndar ê ku Îsraêlî ji welatê Misrê deranîn.
Lê wê bibêjin: Bi navê Xudanê Jîndar ê ku Îsraêlî ji herêma bakur û hemû welatên ku wî ew lê belav kirin, anîn. Çimkî ezê wan vegerînim axa ku min dabû bav û kalên wan.’
“Ezê gelek masîgiran bînim û wê wan bigirin.” Ev e gotina Xudan. “Piştre ezê gelek nêçîrvanan bînim û wê li ser her çiyayî, li ser her girî û di qelîştokên zinaran de nêçîra wan bikin.”
Çimkî ez hemû riyên wan dibînim. Tu karê wan ji min ne veşartiye. Neheqiyên wan jî li ber çavê min in.
Ezê pêşî du qat bergîdana neheqî û gunehên wan bidim wan. Çimkî wan bi îlahên xwe yên bêrûh û dilqelêq, welatê min mirdar kir, milkê min bi kirêtiyên xwe tije kir.
“Ya Xudan! Tu hêz û keleha min î, Di roja teng de cihê reva min î! Wê milet ji binê dinyayê, Werin ba te û bêjin: ‘Bav û kalên me tenê derew, tiştên pûç, Pûtên bi kêrî wan nehatin, mîras standin.’
Ma mirov ji xwe re îlahan çêdike? Helbet ew ne îlah in!
Loma ezê vê carê Hêza destê xwe bi wan bidim nasîn. Qeweta xwe bi wan bidim zanîn. Wî çaxî wê bizanibin ku navê min Xudan e.
“Gunehê gelê Cihûda bi pênûsa hesin hat nivîsandin. Bi serikê wê yê ji elmas li ser textê dilê wan, Li ser qiloçên gorîgehan hate kolandin.
Zarokên wan jî bi gorîgeh Û pûtên wan ên Aşêrayê eleqedar dibin Ku li ber her darê şîn Û li ser girên bilind hatin çêkirin.
Ya çiyayê min ê li çolê! Ji ber gunehên te li seranserê welatê te, Ezê hemû mal û xezîneyên te bikim talan.
Tê mîrasa ku min daye te bi destê xwe winda bikî, Ezê li welatê tu pê nizanî te ji dijminên te re bikim kole. “Çimkî we hêrsa min pêxist ku her û her dişewite.”
Xudan wiha dibêje: “Nalet li wî kesî be ku bi mirovan ewle ye, Xwe dispêre zendê beşerê û dilê wî ji Xudan dide alî.
Ew wekî deviya beriyê ne, Gava qencî bê, wê nebînin. Wê li axa ziwa ya beriyê Û li erdekî şor bi cih bin.
“Bereket li wî mirovî ku bi Xudan ewle ye, Kesê ku ewlebûna wî bi Xudan e.
Dibe wekî dara li ber avê hatiye danîn Û li devê avê koka xwe berdide. Ew ji kelakela germê natirse, pelên wê şîn dimînin. Di sala xelayê de mitale nake, ji fêkîdayînê namîne.”
Dil ji her tiştî xapînoktir e, Çare jê re tuneye. Kî dikare jê fêm bike?
“Ez Xudan dilan dikolim û ramanan diceribînim Ku li gorî rê û berê karê wan bidim.”
Kewa li ser hêkên ku nekiriye rûnê çawa be, Kesê bi neheqî dewlemendî bi dest xistiye jî wisa ye. Ew di nîvê emrê wî de, wî berdide Û di dawiyê de ehmeq xuya dibe.
Ya textekî birûmet! Ya cihê Pîrozgeha me Ku ji berê ve hatiye bilindkirin!
Ya Xudan, ya hêviya Îsraêl! Her kesên tu berdayî, wê şerm bikin. Kesên ji te dizivirin, wê li bin axê bên nivîsandin. Çimkî wan Xudanê kaniya ava jiyanê berda.
Ya Xudan, tu şifayê bide min û ezê baş bim, Tu min rizgar bike û ezê rizgar bim. Çimkî tu yî pesindana min.
Va ya, ji min re wiha dibêjin: “Ka gotina Xudan li ku ye? De pêk were!”
Lê ez ji şivantiya te nereviyam, Ne jî min ji bo wan roja belayê xwest. Tu her gotina li ser lêvên min zanî, Ew li ber çavê te bûye.
Ji min re nebe saw, Di roja belayê de sitargeha min tu yî.
Bila kesên li pey min şerm bikin, lê min nede şermê, Bila ew bişikên, lê ez neşikêm. Roja belayê bi ser wan de bîne, Wan bi şikandina du qatî bişikîne.
Xudan ji min re wiha got: “Here li Dergehê Gel ê ku padîşahên Cihûdayê dikevinê û dertên û li hemû deriyên din ên Orşelîmê bisekine
û ji wan re bêje: ‘Ya padîşahên Cihûdayê! Ya hemû gelê Cihûda û hemû şêniyên Orşelîmê yên ku di van dergehan re dikevin hundir, gotina Xudan bibihîzin!
Xudan wiha dibêje: Hay ji canên xwe hebin! Roja Septê barekî hilnegirin û di dergehên Orşelîmê re nexin hundir.
Roja Septê barekî ji malên xwe dernexin û tu karekî nekin. Çawa ku min li bav û kalên we emir kiriye, Roja Septê pîroz bihesibînin.
Lê wan guhdarî nekir û guh neda. Wan serhişkî kir û ne guhdarî kir, ne jî terbiye qebûl kir.’”
Lê gotina Xudan ev e: “‘Heke hûn baş guh bidin min, Roja Septê di dergehên vî bajarî re bar derbas nekin, qet kar nekin û bi vî awayî Roja Septê pîroz bihesibînin,
wî çaxî wê serwer û padîşahên ku li ser textê Dawid rûdinin, li erebe û hespên xwe siwar bibin, bi serekên wan, gelê Cihûda û şêniyên Orşelîmê re, di dergehên vî bajarî re bikevin hundir û wê mirov li vî bajarî her û her rûnin.
Îcar wê mirov ji bajarên Cihûdayê, ji derdora Orşelîmê, ji welatê Binyamînê û Şefêlayê, ji herêma çiyayî û Negevê bên û qurbanên şewitandinê, qurbanên din, pêşkêşiyên dexlê, guniyê û pêşkêşiyên şikirdariyê bînin Mala Xudan.
Lê heke hûn guh nedin min, di Roja Septê de bar di dergehên Orşelîmê re derbas bikin û Roja Septê pîroz nehesibînin, ezê êgir bi dergehên bajêr bixim. Wê agir qesrên Orşelîmê daqurtîne û netefe.’”
Gotina Xudan ku ji Yêremya re hat ev e:
“Rabe here mala cerçêker. Ezê li wir gotinên xwe bi te bidim bihîstin.”
Wî çaxî ez çûm mala cerçêker. Ew jî li ser çerxa xwe dixebitî.
Gava qafika ku bi gilê çêdikir xera bû, cerçêker li gorî dilê xwe şikil da wê û jê qafikeke din çêkir.
Gotina Xudan ji min re hat û got:
“Ya Mala Îsraêl! Tişta ku vî cerçêkerî kir, qey ez nikarim bi we bikim?” Ev e gotina Xudan. “Gil di destê cerçêker de çawa be, hûn jî di destê min de wiha ne, ya Mala Îsraêl.
Di gavekê de ez li ser miletekî yan padîşahiyekê bêjim ku ezê wan hilweşînim, ji kokê rakim û tune bikim.
Lê heke ew miletê ku min li ser gotiye, dev ji xerabiya xwe berde, ezê li ser pîlana xwe ya xerakirinê, fikra xwe biguherînim.
Di gaveke din de jî ez li ser miletekî yan padîşahiyekê bêjim ku daçikînim û ava bikim.
Lê gava ew guh nede dengê min û ya di çavê min de xerab e bike, wî çaxî ezê li ser gotina xwe ya qenciyê, fikra xwe biguherînim.
“Niha ji Cihûdayî û şêniyên Orşelîmê re bêje: ‘Xudan wiha dibêje: Va ye, ez li dijî we şikil didim belayekê. Ez li dijî we pîlanekê dikim. Loma bila her kes ji riya xwe ya xerab vegere! Bila her kes rê û kirinên xwe rast bike.’
Lê ew dibêjin: ‘Dev jê berde, vala ye! Emê li gorî pîlanên xwe herin. Emê hemû li gorî serhişkiya dilê xwe yê xerab bikin.’”
Loma Xudan wiha dibêje: “Li nav miletan bipirsin! Kî tiştekî wiha bihîstiye? Îsraêla keça xama tiştekî dilqelêq kir.
Ma berfa Lubnanê ji zinarê çiyê kêm dibe? Ava sar a ji dûrî tê ziwa dibe?
Lê gelê min ez ji bîr kirim, Wan ji îlahan re bixûr pêxist. Ew li ser riyên xwe yên kevin Ku herin ba îlahan terpilîn. Ew ne li ser riyên mezin, Lê li ser şiverêyan meşiyan.
Bi vî awayî wan welatê xwe wêran kir, Wan ew kir tiştekî ku hergav tinaz pê bê kirin. Her kesê tê re diçe wê şaş bibe û serê xwe bihejîne.
Wekî bayê rojhilat, ezê li ber dijmin belav bikim. Di roja felaketa wan de, Ezê ne rûyê xwe, pişta xwe bidim wan.”
Wî çaxî wan got: “Werin, em li dijî Yêremya pîlan bikin. Çimkî ji kahin Şerîet, ji şehreza şêwir û ji pêxember jî gotin qet kêm nabe. Werin, em bi gotinan lê bixin û guhdariya gotineke wî jî nekin.”
Ya Xudan, guhdariya min bike, Dengê dijminên min bibihîze.
Ma bergîdana qenciyê xerabî ye? Lê wan li dijî canê min çalek kolane. Bi bîr bîne, ez çawa li pêş te sekinîbûm Ku ji bo wan qenciyê bixwazim Û xezeba te ji ser wan bizivirînim.
Loma kurên wan bide ber xelayê, Wan bavêje ber şûr. Bila jinên wan bibin jinebî û bêzarok. Bila mirin mêrên wan bikuje û bibe, Bila xortên wan di şer de bi şûr bên kuştin.
Gava tu jinişkave rêbiran bi ser wan de bînî, Bila hewar ji malên wan bê bihîstin. Çimkî wan çalekê kola ku min bigirin Û bi dizî dafik danî ber lingên min.
Ya Xudan, tu hemû pîlanên wan Ên ji bo kuştina min dizanî. Neheqiyên wan nebexişîne, Gunehên wan ji ber xwe xîş neke! Bila ew li hizûra te biterpilin, Gava hêrsa te rabû, belayê bîne ser wan.
Xudan wiha got: “Here, ji cerçêker cerekî bistîne! Hinek rîspiyên gel û kahinên mezin bi xwe re bibe
û li nêzîkî dergehê Harsîtê, bikeve Geliyê Ben-Hînnomê. Gotinên ezê ji te re bêjim li wê derê biqîre.
Bêje: ‘Ya padîşahên Cihûdayê û şêniyên Orşelîmê! Gotina Xudan bibihîzin! Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: Ezê belayeke wisa bînim serê vê derê ku wê guhên her kesê wê bibihîze bike çingînî.
Çimkî wan dev ji min berda û ev der kir welatekî xerîb. Wan ji îlahên xerîb re bixûr pêxist ku ne wan, ne bav û kalên wan, ne jî padîşahên Cihûdayê nas kir. Bi ser de wan ev der bi xwîna mirovên bêsûc dagirt.
Wan ji Baal re bilindciyên perizînê ava kirin ku zarokên xwe li ser êgir bikin qurban. Min tiştekî wiha li wan emir nekir. Min ev negot, di serê xwe re jî derbas nekir.’”
Gotina Xudan ev e: “‘Loma roj tên ku êdî ji vê derê re Tofet an Geliyê Ben-Hînnomê nebêjin, lê wê jê re Geliyê Serjêkirinê bêjin.
Ezê pîlanên Cihûda û Orşelîmê li vir vala derînim. Ezê wan bidim destê kesên li pey kuştina wan û bidim ber şûrên dijminên wan. Ezê cendekên wan ji heywanên erdê û teyrên ezmanan re bikim xurek.
Ezê vî bajarî bikim mijara sawê û warê fîkandinê. Her kesê derbas bibe, wê şaş û metel bimîne û ji ber hemû belayên hatine serî bifîkîne.
Ezê goştê kur û keçên wan bi wan bidim xwarin. Gava dijminên li pey kuştina wan dor li wan bipêçin, wê ji ber tengasiyê goştê cîranan bixwin.’
“Wê gavê li ber kesên bi te re cêr bişikêne
û ji wan re bêje: ‘Xudanê Karîndar wiha dibêje: Çawa taximeke cerçêker dişikê û careke din nayê çêkirin, ezê vî gelî û vî bajarî wisa bişikênim. Bi qasî cih nemîne, wê miriyan li Tofetê veşêrin.
Ezê vî bajarî û şêniyên wî wisa bikim.’” Ev e gotina Xudan. “‘Ezê vî bajarî bikim wekî Tofetê.
Wê malên Orşelîmê û qesrên padîşahên Cihûdayê wekî Tofetê qirêj bên hesibandin. Çimkî li ser banê van malan ji tevahiya nexşên ezmanan re bixûr pê xistin û ji îlahan re pêşkêşiyên rijandinê pêşkêş kirin.’”
Gava Yêremya ji Tofeta ku Xudan ji bo pêxemberiyê bike ew şandibû hat, ew li hewşa Mala Xudan sekinî û ji gel re got:
“Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Va ye ezê tevahiya belayên ku min li ser gotibû bînim serê vî bajarî û hemû gundên wî. Çimkî wan serhişkî kir û guh neda gotinên min.’”
Paşxûrê Kahinê kurê Îmmêr ê ku Serpeywirdarê Mala Xudan bû bihîst ku Yêremya bi vî awayî pêxemberiyê dike.
Wî li Yêremyayê Pêxember xist û bi singî ve girê da ku li Dergehê Binyamînê yê jorîn ê Mala Xudan bû.
Dotira rojê Paşxûr Yêremya ji singî berda. Wî ji Paşxûr re got: “Xudan navê te ne Paşxûr, lê Magor-Mîsavîv danî.
Çimkî Xudan wiha dibêje: ‘Va ye ezê te ji bo te û ji bo hemû dostên te bikim saw. Tê bi çavên serê xwe bibînî ku hemû hevalên te bi şûrê dijmin dikevin. Ezê tevahiya Cihûdayê bidim destê Padîşahê Babîlê. Wê wan sirgûnî Babîlê bike û bide ber şûran.
Ezê hemû dewlemendiya vî bajarî, hemû hatina wî, tiştên wî yên hêja û xezîneyên padîşahên Cihûdayê bidim destê dijminên wan. Wê wan talan bikin û bibin Babîlê.
Paşxûro! Tu û hemû mala te, hûnê jî herin sirgûnê. Tu û hemû dostên te ku te ji wan re pêxemberiya derewîn kiriye, hûnê herin Babîlê, li wir bimirin û bên veşartin.’”
Ya Xudan, te ez xapandim û ez xapiyam. Tu ji min hêzdartir î û te ez têk birim. Tevahiya rojê ez bûm pêkenok, Her kes bi min tinazan dike.
Gava ez dipeyivim, ez dikim hewar, Ez diqîrim û dibêjim: “Zordarî û zordestî!” Çimkî ji bo min gotina Xudan, Tevahiya rojê bû tinaz û riswatî.
Heke ez bêjim: “Ezê wî bi bîr neyînim, Ezê êdî bi navê wî nepeyivim,” Tiştekî ku di hestiyên min de hatibû girtin, Di dilê min de wekî êgir pê dikeve. Ez bi ragirtina xwe westiyam, Êdî nikarim ragirim.
Min pistepista gelek kesan bihîst. Dibêjin: “Li her derê saw heye! Giliyê wî bikin! Emê jî bikin!” Hemû kesên min xwe spartiye wan, Li benda terpilîna min in. Dibêjin: “Belkî bixape û em wî têk bibin, Wê gavê heyfa xwe jê bistînin.”
Lê Xudan wekî şervanekî dijwar bi min re ye. Loma wê kesên li pey min biterpilin û bi ser nekevin. Ji ber ku ew bi ser nekevin, wê gelekî şermezar bibin. Wê rezîlbûna wan her û her neyê jibîrkirin.
Ya Xudanê Karîndar! Yê ku rastan diceribîne Û dil û ramanan dibîne, tu yî! Rabe, heyfa ku tê ji wan bistînî, bibînim, Çimkî ez doza xwe datînim pêşberî te.
Stranan ji Xudan re bêjin! Pesnê Xudan bidin! Çimkî wî canê hejaran Ji destê xeraban rizgar kir.
Nalet li wê rojê bê ku ez çêbûm, Bila bereket li wê rojê nebe Ku ez ji diya xwe bûm.
Bila nalet li wî mirovî bê Ku mizgînî da bavê min, Gelekî şa kir û got: “Kurek ji te re bû!”
Bila ew mirov bibe wekî wan bajaran Ku Xudan li ber neket û ew hilweşandin. Bila ew serê sibê hewar Û nava rojê qîrînên şer bibihîze.
Çimkî wî ez di zikê diya min de nekuştim. Wî çaxî wê diya min bibûya gora min Û malzaroka wê herheyî bi zaro bima.
Çima ez ji zikê diya xwe derketim? Ji bo kul û kederê bibînim Û rojên xwe bi riswabûnê derbas bikim?!
Gava Sîdqiyayê Padîşah, Paşxûrê kurê Malkiya û Sefanyayê Kahinê kurê Maesêya şandin ba Yêremya, gotina Xudan jê re hat û got:
“Ji kerema xwe, ji bo me ji Xudan şîretê bixwaze. Çimkî Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê li dijî me şer dike. Belkî Xudan ji bo me kerameteke xwe pêk bîne ku Nebûxadnessar ji me dûr bibe.”
Yêremya ji wan re got: “Ji Sîdqiya re wiha bêjin:
‘Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: Ezê çekên şer ên destê we ku we li dijî Padîşahê Babîlê û Kildaniyên li derveyî sûran dor li we pêçabûn bi kar anîn, li we bizivirînim û wan li nav vî bajarî bicivînim.
Ezê dest û zendê xwe yê hêzdar li dijî we rakim û bi hêrs û kela xezeba xwe ya dijwar şerê we bikim.
Ezê li şêniyên bajêr, hem li mirovan hem jî li heywanan bixim. Wê bi kula mezin bimirin.’”
Gotina Xudan ev e: “‘Paşê ezê Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê, xulamên wî û hemû kesên bajêr ên ku ji ber kul, şûr û xelayê sax mane, bidim destê Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê û dijminên pey kuştina wan. Wê hemûyan bide ber şûran, canê wan nebexişîne, li ber wan nekeve û rehmê nîşanî wan nede.’
“Herwiha tê ji vî gelî re wiha bêjî: ‘Xudan wiha dibêje: Va ye, ez riya jiyanê û riya mirinê datînim ber we.
Hemû kesên li vî bajarî bimînin, wê bi şûr, kul û xelayê bimirin. Lê kesê here teslîmî Kildaniyên dor li bajêr dipêçe bibe, wê sax bimîne. Wê canê wî jê re bibe malê talên.
Min ne ji bo qenciyê, lê ji bo xerabiyê berê xwe da vî bajarî.’” Ev e gotina Xudan. “‘Wê ev bajar bikeve destê Padîşahê Babîlê û wê ew bajêr bişewitîne.’”
Ji qesra Padîşahê Cihûdayê re bêje: “Gotina Xudan bibihîzin!
Ya Mala Dawid, Xudan wiha dibêje: “‘Her sibe edaletê pêk bînin, Kesê hatiye şelandin ji destê zordaran rizgar bikin. Yan na, ji ber xerabiya karên we Wê xezeba min wekî êgir rabe û bişewitîne. Wê kesê bitefîne tunebe.
Va ye, ez li dijî te me, Orşelîma li jorê newalê, zinarê li deştê.’” Ev e gotina Xudan. “‘Hûn ên ku dibêjin: Kî dikare bi ser me de were? Kî dikare bikeve warên me?
“‘Ezê we li gorî berê karê we ceza bikim.’” Ev e gotina Xudan. “‘Ezê li daristana bajêr agirekî wisa pêxim Ku hemû derdora wî dadiqurtîne.’”
Xudan wiha dibêje: “Rabe here qesra Padîşahê Cihûdayê û li wê derê vê gotinê bêje.
Bêje: ‘Ya Padîşahê Cihûdayê ku li ser textê Dawid rûdine! Tu, gel û xulamên te, hûn hemû kesên di van dergehan de dikevin hundir, gotina Xudan bibihîzin!
Xudan wiha dibêje: Bi edalet û rastiyê tevbigerin. Kesê hatiye şelandin ji destê zordar rizgar bikin. Li xerîb, sêwî û jinebiyan neheqî û zordariyê nekin. Li vê derê xwîna bêsûcan nerijînin.
Heke hûn bi rastî vê gotinê pêk bînin, wê padîşahên li ser textê Dawid li ser erebeyên şer û hespên xwe, tevî gel û xulamên xwe, di dergehên vê qesrê re derbas bibin.’”
Gotina Xudan ev e: “‘Lê heke hûn guhdariya vê yekê nekin, ez bi navê xwe sond dixwim ku wê ev qesir wêran bibe.’”
Çimkî li dijî maliyên Padîşahê Cihûdayê Xudan wiha dibêje: “Tu ji min re wekî Gîladê yî, Wekî bilindciyên Lubnanê yî. Lê ezê bi rastî te bikim berî û bajarên bêkes.
Ezê li dijî te xerabkaran amade bikim Ku çekê her yekî di destê wî de ye. Wê darên te yên sedrê yên bijare jêkin Û bavêjin nava êgir.
“Wê gelek milet di vî bajarî re derbas bibin û ji hev re bêjin: ‘Çima Xudan ev anî serê vî bajarê mezin?’
“Wê wiha lê vegerînin: ‘Çimkî wan dev ji peymana Xwedayê xwe Xudan berda. Ew perizîn îlahan û xulamiya wan kir.’”
Ji bo kesê mirî negirîn û şînê nekin, Lê ji bo kesê bi rê bikeve bi dilşewatî bigirîn. Wê careke din venegere û welatê xwe nebîne.
Çimkî Xudan li ser Şallûmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê ku di şûna bavê xwe de bûye padîşah û ji wî welatî hatiye anîn, wiha dibêje: “Wê careke din venegere.
Wê li dera wan ew sirgûn kiriye bimire û careke din vî welatî nebîne.
“Wey li wî mirovî Ku qesra xwe bi nerastiyê Û odeyên xwe yên li jorê bi neheqiyê ava dike, Cîranê xwe bêpere dide xebatê Û heqdestê wî nadê.
Wey li mirovê dibêje: ‘Ezê ji xwe re qesreke mezin Û odeyên jor ên berfireh çêkim,’ Jê re pencereyan vedike, Bi dara sedrê kiras dike Û bi rengê sor boyax dike!
“Qey tu bi berebaziya gelek darên sedrê, Xwe padîşah dihesibînî? Ma bavê te xwar, vexwar Û rastî û edalet pêk neanî? Loma qencî pê hat kirin.
Wî li doza hejar û bindestan nêrî, Loma karên wî rast çûn. Ma naskirina min ne ev e?” Ev e gotina Xudan.
“Lê çav û dilê te tenê li ser qezenca neheq e. Tu li pey rijandina xwîna bêsûcan, Neheqî û zordestiyê dikevî.”
Loma Xudan li ser Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê wiha dibêje: “Wê tu kes li ser wî şînê neke û nebêje: ‘Wax birayo! Wax xwişkê!’ Wê tu kes şînê neke û nebêje: ‘Wax xweyo! Wax heşmeta wî!’
Wê wî kaş bikin, Ji dergehên Orşelîmê bavêjin derve Û çawa ku kerekî tê veşartin, wê bê veşartin.
“Rabe here Lubnanê û bike hewar! Li Başanê dengê xwe hilde! Li Evarîmê bike hewar! Çimkî hemû yarên te şikestin.
Gava tu di bêxemiyê de bûyî, Ez bi te re peyivîm, Lê te digot: ‘Ez guh nadim.’ Ji ciwaniyê ve tu wiha bûyî, Te guhdariya dengê min nekir.
Wê ba hemû şivanên te bajo û bibe Û yarên te herin sirgûnê. Tê ji ber hemû xerabiya xwe, Rezîl û riswa bibî.
Ya şêniyê Lubnanê Ku mala te ji darên sedrê ava kiriye! Gava êş û jan te bigire, Tê wekî jina zaro tîne, biêşî û binalî!”
Gotina Xudan ev e: “Ya Yehoyaxînê kurê Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê! Ez serê xwe bikim, tu li ser destê min ê rastê gustîla morê jî bî, ezê dîsa jî te ji wir derxim.
Ezê te bidim destê Nebûxadnessar û Kildaniyên li pey kuştina te ne ku tu ji wan ditirsî.
Ezê te û dayika te ya ku tu jê çêbûyî bavêjim welatekî wisa ku hûn herdu jî li wir çênebûne. Hûnê li wir bimirin.
Hûnê careke din venegerin wî welatî ku hesreta we ye.”
Ev e Yehoyaxîn?! Ev dîzika bêqedir şikestî, Ev tasa ku ne bi dilê kesî ye, ew e?! Çima ew û ziriyeta wî hatin avêtin Û çûn welatekî nas nakin?
Ya welato! Welato! Welato! Gotina Xudan bibihîze!
Xudan wiha dibêje: “Vî zilamî wekî kesekî bêzarok binivîsin ku qet bi ser neketiye. Ku wê qet bi ser nekeve. Çimkî wê kesekî ji ziriyeta wî bi ser nekeve, Wê li ser textê Dawid rûnene Û li Cihûdayê serweriyê neke.”
“Wey li wan şivanên ku pezê mêrga min tune dikin û ji hev belav dikin!” Ev e gotina Xudan.
Xwedayê Îsraêl Xudan ji şivanên ku rêberiya gelê min dikin re wiha dibêje: “Kesên keriyê min belav kir û ajot, hûn in! We destê xwe dirêjî wan nekir. Lê ezê ji bo karên we yên xerab, destê xwe li dijî we rakim!” Ev e gotina Xudan.
“Ezê saxmayiyên pezê xwe ji hemû welatên ku min ew ajotibûnê, bidim hev. Ezê dîsa wan vegerînim ser mêrgê wan û wê zêde û berdar bin.
Ezê şivanên ku rêberiya wan dikin ji wan re kifş bikim û wê êdî netirsin û neşikên. Wê yek ji wan jî kêm nebe.” Ev e gotina Xudan.
“Va ye, roj tên Ku ezê ji bo Dawid guliyekî rast rakim.” Ev e gotina Xudan. “Wê wekî padîşahekî serweriyê bike. Wê bi şehrezayî tevbigere Û li welêt rastî û edaletê pêk bîne.
Di rojên wî de wê Cihûda rizgar bibe Û Îsraêl di ewlehiyê de rûne. Wê bi vî navî gazî wî bikin: ‘Xudan rastiya me ye.’”
Gotina Xudan ev e: “Loma roj tên ku wê êdî tu kes nebêje: ‘Bi navê Xudanê Jîndar ê ku gelê Îsraêl ji welatê Misrê deranî.’
Lê wê bêjin: ‘Bi navê Xudanê Jîndar ê ku ziriyeta Mala Îsraêl ji herêma bakur û hemû welatên ku ew ajotibûnê, vegerand.’” Îcar wê li ser axa xwe rûnin.
Li ser pêxemberan: Dilê min şikest, hemû hestiyên min sist bûn. Ji ber Xudan û gotinên wî yên pîroz, Ez bûm wekî zilamekî serxweş, Wekî zilamekî şerabê ew têk birî.
Çimkî welat bi zinakaran tije bû. Ji ber naletê welat şînê dike, Mêrgên çolê ziwa bûn. Riya wan şaş e, Hêza wan ji bo neheqiyê ye.
“Pêxember jî, kahin jî xwedênenas in, Min li Mala xwe jî xerabiya wan dît.” Ev e gotina Xudan.
“Loma wê riya wan wekî riyeke şemitok be. Wê ber bi taristanê ve bêne ajotin, biterpilin û bikevin. Çimkî ezê di sala cezakirina wan de Felaketê bi ser wan de bînim.” Ev e gotina Xudan.
“Min di nav pêxemberên Sameryayê de ev kirêtî dît: Wan bi navê Baal pêxemberî kir Û gelê min Îsraêl averê kir.
Lê min di nav pêxemberên Orşelîmê de tiştekî bi tirs û saw jî dît! Zinayê dikin û didin pey derewan. Ew destê xeraban xurt dikin Ku tu kes dev ji xerabiyên xwe bernede. Hemû ji min re bûn wekî Sodomê, Şêniyên Orşelîmê bûn wekî Gomorayê.”
Loma Xudanê Karîndar li dijî pêxemberan wiha dibêje: “Ezê giyayê tehl bi wan bidim xwarin Û ava jehrî bi wan bidim vexwarin. Çimkî ji pêxemberên Orşelîmê Xwedênenasî li seranserê welêt belav bû.”
Loma Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Guh nedin gotinên pêxemberên Ku ji we re pêxemberiyê dikin. Ew we dixapînin! Ne gotinên ji devê Xudan, Lê dîtiniyên dilê xwe dibêjin.
Hergav ji kesên min kêm dibînin re dibêjin: ‘Xudan dibêje: Wê qencî li ser we be!’ Ew ji wan kesan re dibêjin Ku ketine pey serhişkiya dilê xwe: ‘Wê xerabî bi ser we de neyê!’
Gelo kî li dîwana Xudan sekinî Ku gotinên wî bibihîze û fêm bike? Kî gotina wî bihîst û guhdarî kir?
Va ye, bagera Xudan! Xezeba wî rabûye, Bahoza wî dizivire. Wê di serê xeraban de biteqe.
Heta ew armancên dilê xwe bike û pêk bîne, Wê hêrsa Xudan danekeve. Hûnê di rojên pêş de vê yekê baş fêm bikin.
Min ev pêxember neşandin, Lê ew ji ber xwe rabûne. Ez bi wan re nepeyivîm, Lê wan bi xwe pêxemberî kir.
Heke ew li dîwana min bisekiniyana, Wê gotinên min bigihandana gelê min. Wê wan ew ji riyên wan ên xerab Û ji karên wan ên şaş bidana alî.”
Gotina Xudan ev e: “Ez Xwedê me! Ma tenê ji nêz ve, lê ji dûr ve jî ez ne Xwedê me?
Gelo kesek dikare xwe li dera dizî veşêre Ku ez wî nebînim?” Ev e gotina Xudan. “Ma erd û ezmanan ne ez dadigirim?” Ev e gotina Xudan.
“Min gotinên pêxember bihîstin ku bi navê min pêxemberiya derewîn dikin. Ew dibêjin: ‘Min xewn dît, min xewn dît!’
Heta kengê! Wê dilê pêxemberên ku bi derew û hîlekarî pêxemberiyê dikin tu caran venegere?!
Ew bi xewnên ku ji hev re dibêjin, dixwazin navê min bi gelê min bidin jibîrkirin, çawa ku bav û kalên wan ji bo Baal navê min jî, ji bîr kir.
Pêxemberê ku xewna wî heye, bila xewna xwe bêje. Lê yê ku gotina min pê re ye, bila bi dilsozî gotina min bêje. Ma li ba genim, ka çi ye?” Ev e gotina Xudan.
“Ma gotina min ne wekî êgir, ne wekî çakûç e ku zinaran perçe dike?” Ev e gotina Xudan.
Gotina Xudan ev e: “Loma va ye! Ez li dijî pêxemberan im ku gotinên min ji hev didizin.”
Gotina Xudan ev e: “Va ye! Ez li dijî pêxemberan im ku zimanê xwe didin xebatê û dibêjin: ‘Gotina Xudan ev e.’
Ez li dijî wan pêxemberan im ku bi xewnên derewîn pêxemberiyê dikin.” Ev e gotina Xudan. “Tevî ku min ew neşandine û hînî wan nekiriye, ew derew û pesindanên xwe yên pûç bi gelê min didin zanîn û wan ji rê derdixin. Tu feydeyeke wan ji vî gelî re tuneye.” Ev e gotina Xudan.
“Gava vî gelî, pêxemberekî yan kahinekî ji te pirsa kir û got: ‘Ka peyama Xudan çi ye’ Ji wan re bêje: ‘Kîjan peyam?’ Ezê we ji ser serê xwe bavêjim.” Ev e gotina Xudan.
“Herwiha kesên ji vî gelî, pêxember an kahinekî ku dibêjin: ‘Peyama Xudan ev e,’ ezê wî kesî tevî maliyên wî ceza bikim.
Her yekî ji we ji bira û cîranê xwe re bibêje: ‘Xudan çi bersiv da?’ û ‘Xudan çi got?’
Lê êdî hûnê behsa peyama Xudan nekin, çimkî wê gotina her kesî bibe peyama wî. Hûn gotinên Xwedayê me yê ku Xwedayê Jîndar û Xudanê Karîndar e, diguherin.
Hûnê ji pêxemberan re jî wiha bibêjin: ‘Xudan çi bersiv da’ û ‘Xudan çi got?’”
Gotina Xudan ev e: “Lê heke hûn behsa peyama Xudan bikin, ji ber ku gava min hûn şandin û ji we re got: ‘Hûnê nebêjin: Peyama Xudan,’ we behsa peyama Xudan kir,
wê gavê ezê esse we bi tevahî ji bîr bikim û we û bajarê min da we û bav û kalên we ji hizûra xwe bavêjim.
Ezê şermeke herheyî û riswabûneke her û her bînim ser we ku neyê jibîrkirin.”
Piştî ku Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê, Yehoyaxînê Padîşahê Cihûdayê kurê Yehoyaqîm, serekên Cihûdayê, hoste û hesinkaran ji Orşelîmê sirgûn kirin û ew birin Babîlê, Xudan du selik hejîrên ku danîne pêş Perestgeha Xudan nîşanî min da.
Di selikekê de hejîrên beriya havînê hebûn ku pir baş bûn. Lê di selika din de hejîrên pir xerab hebûn ku nedihatin xwarin.
Xudan ji min re got: “Yêremyayo, tu çi dibînî?” Min got: “Hejîran. Ên baş pir baş in, ên xerab jî pir xerab in ku nayên xwarin.”
Gotina Xudan ji min re hat û got:
“Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Wekî van hejîrên baş, ezê sirgûniyên Cihûdayî yên ku min ji vir şandine welatê Kildaniyan baş bihesibînim.
Wê çavê min, ji bo qencî li ser wan be û ezê wan careke din bînim vî welatî. Ezê wan ava bikim û hilneweşînim. Ezê wan daçikînim û ji kokê ranekim.
Ezê dilekî bidim wan ku fêm bikin ez Xudan im. Wê gelê min bin û ezê Xwedayê wan bim. Çimkî wê bi hemû dilê xwe li min vegerin.’”
“Xudan wiha dibêje: ‘Lê ezê bi Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê û serekên wan, saxmayiyên Orşelîmê yên li vî welatî dimînin û yên li welatê Misrê rûdinin re, wekî bi van hejîrên xerab re tevbigerim ku ji bo xerabûna wan nayên xwarin.
Ezê wan di çavê hemû padîşahiyên dinyayê de bikim mijara saw û şermê. Wê li her cihê ku min ew sirgûn kirin, bibin mijar û meseloka tinazkirinê û naletkirinê.
Heta ku ew ji ser axa ku min da wan û bav û kalên wan bi tevahî tune bin, ezê şûr, kul û xelayê bînim ser wan.’”
Di sala çaran a Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de ku yeksaliya padîşahiya Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê bû, gotina Xudan li ser tevahiya gelê Cihûda ji Yêremya re hat.
Yêremyayê Pêxember ji tevahiya gelê Cihûda û tevahiya şêniyên Orşelîmê re wiha got:
“Ev bîst û sê sal in, ji sala sêzdehan a Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê kurê Amon heta îro, gotina Xudan ji min re tê û min gelek caran ji we re got, lê we guhdarî nekir.
“Xudan gelek caran hemû xulamên xwe yên pêxember ji we re şandin, lê we guhdarî nekir û guh neda wan.
Wan ji we re got: ‘Bila niha tevahiya we dev ji rê û karên xwe yên xerab berdin ku hûn li welatê xwe bijîn ku Xudan ji berê ve û heta hetayê daye we û bav û kalên we.
Nedin pey îlahan. Ji wan re xulamiyê nekin û li ber wan deverû neçin erdê. Bi karên destê xwe min hêrs nekin ku ez xerabiyê bi we nekim.’”
Gotina Xudan ev e: “Lê we guh neda min. Bi vî awayî bi karên destê xwe we ez hêrs kirim û we zirar kir.”
Loma Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Ji ber ku we guhdariya gotina min nekir,
va ye ezê bişînim pey hemû miletên bakur.” Ev e gotina Xudan. “Ezê bişînim pey xulamê xwe Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê jî û wan li dijî vî welatî, hemû şêniyên wî û hemû miletên derdorê rakim. Ezê wan bi tevahî tune bikim. Ezê wan bikim mijara sawê û fîkandinê. Wê bibe xirbeyeke herheyî.
Ezê dengê kêf û şahî, dengê bûk û zavê, dengê destêr û ronahiya qendîla wan tune bikim.
Wê tevahiya vî welatî bibe xirbe û wêrane. Wê ev milet heftê salan ji Padîşahê Babîlê re xulamiyê bike.
“Lê piştî heftê sal temam bû, ezê ji ber xerabiya wan Padîşahê Babîlê û miletê wî ceza bikim.” Ev e gotina Xudan. “Ezê welatê Kildaniyan bikim wêraneyeke herheyî.
Ezê hemû gotinên xwe yên ku min li dijî wî welatî gotine, hemû tiştên di vê nivîsê de hatine nivîsandin ku Yêremya li dijî hemû miletan pêxemberî kir, bînim serê vî welatî.
Çimkî wê gelek milet û padîşahên mezin wan ji xwe re bikin kole. Ezê li gorî kar û kirinên destê wan bergîdana wan bidim.”
Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudan ji min re wiha got: “Tu vê kasa şeraba xezebê ji destê min hilde û bi hemû miletên ku ezê te bişînim ba wan bide vexwarin.
Wê vexwin û bişewişin û ji ber şûrê ku ezê bişînim nav wan, wê dîn bibin.”
Wê gavê min kas ji destê Xudan stand û bi hemû miletan da vexwarin ku Xudan ez şandim ba wan.
Bi vî awayî çawa ku îro dibe, Orşelîm, bajarên Cihûdayê, padîşahên wê û serekên wê bûn wêrane û sedemên fîkandin û naletkirinê.
Herwiha Padîşahê Misrê Firewn, xulam, serek û hemû gelê wî,
xerîbên li Misrê, hemû padîşahên welatê Ûsê, hemû padîşahên welatê Filîstiyan –Aşqelon, Xeza, Eqron û saxmayiyên Aşdodê–
Edom, Moav, Emmon,
hemû padîşahên Sûrê, hemû padîşahên Saydayê, padîşahên keviyên deryayê,
Dedan, Têma, Bûz û hemû kesên porê li kêlekên serê xwe diqûsînin,
hemû padîşahên Erebistanê, hemû padîşahên miletên xerîb ên ku li beriyê rûdinin,
hemû padîşahên Zîmriyê, hemû padîşahên Elamê, hemû padîşahên Medan,
hemû padîşahên bakur ên dûr û nêzîk, yek bi yek û hemû padîşahên li ser rûyê erdê da vexwarin. Wê Padîşahê Şêşaxê jî piştî wan vexwe.
“Tê ji wan re bêjî: ‘Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: Vexwin, serxweş bibin û vereşin. Ji ber şûrê ku ezê bişînim nav we bikevin û ranebin.’
Heke ew nexwazin kasê ji destê te hildin û vexwin, tê ji wan re bêjî: ‘Xudanê Karîndar wiha dibêje: Hûnê esse vexwin!
Va ye, ez belayê bi ser bajarê ku bi navê min tê gazîkirin ve tînim. Ma hûnê qet bêceza bimînin? Hûnê bêceza nemînin, çimkî ez bi ser hemû şêniyên dinyayê ve gazî şûr dikim.’” Ev e gotina Xudanê Karîndar.
“Loma li ser wan pêxemberiyê bike û tevahiya van gotinan ji wan re bêje: “‘Wê Xudan ji jor ve bike himîn, Ji warê xwe yê pîroz deng bide. Erê, wê li dijî hevşiyê xwe bike himîn Û wekî kesên tirî diguvêşin, Li dijî tevahiya şêniyên dinyayê bike qîrîn.
Wê şingînî bigihîje binê dinyayê, Çimkî doza Xudan bi miletan re heye. Wê hemû beşerê darizîne. Wê xeraban teslîmî şûr bike.’” Ev e gotina Xudan.
Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Va ye, bela ji miletan derbasî miletên din dibe, Ji binê dinyayê babelîska mezin radibe.”
Wê kuştiyên Xudan ên wê rojê ji serê dinyayê heta binê dinyayê bin. Wê neyên şînkirin, civandin û veşartin. Wê li ser erdê bibin zibil.
Şivanno, bizarin! Bikin hewar! Ya xweyên pêz, xwe li erdê gêr bikin! Çimkî roja serjêbûn û belavbûna we hat! Hûnê wekî taximekî hêja bikevin û perçe bin.
Wê cihê reva şivanan tunebe, Filitîna xweyên pêz nema.
Va ye! Hewara şivanan Û zarîna xweyên pêz tê! Çimkî Xudan mêrgên wan xera dike.
Ji ber hêrsa Xudan a dijwar, Hevşiyên ewlehiyê xera bûn.
Wekî şêrê ciwan, Wî dev ji hewinga xwe berda. Çimkî ji ber şûrê zordar Û hêrsa wî ya dijwar, Welatê wan bû wêrane.
Di destpêka padîşahiya Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de ev gotin ji Xudan hat û got:
“Xudan wiha dibêje: ‘Li hewşa Mala Xudan bisekine û ji hemû kesên ku bajarên ji Cihûdayê tên Mala Xudan ku biperizin re bêje. Hemû gotinên ez li te emir dikim, ji wan re bêje. Gotinekê kêm neke.
Belkî hemû guhdar bin û ji riya xwe ya xerab vegerin ku ez jî fikra xwe biguherînim û xerabiyê pêk neyînim ku ji bo kirinên wan ên xerab, min pîlan kiribû ku bînim serê wan.
Tê ji wan re bêjî: Xudan wiha dibêje: Heke hûn guhdariya min nekin, di Şerîeta min daye ber we de nemeşin
û guh nedin gotinên xulamên min ên pêxember ên ku min gelek caran ji we re şandin, jixwe hûn guh nadin wan,
wî çaxî ezê vê malê bikim wekî Şîloyê û ji bo tevahiya miletên dinyayê vî bajarî bikim naletî.’”
Kahin, pêxember û tevahiya gel ev gotin bihîst ku Yêremya li Mala Xudan got.
Gava Yêremya hemû gotinên ku Xudan lê emir kiribûn, gotin û qedandin, kahinan, pêxemberan û tevahiya gel ew girt û got: “Divê tu bimirî!
Te çima bi navê Xudan pêxemberî kir û got: ‘Wê ev Mal bibe wekî Şîloyê, ev bajar wêran bibe û bêkes bimîne’?!” Wî çaxî tevahiya gel li Mala Xudan bi ser serê Yêremya ve hêwirî.
Gava serekên Cihûdayê ev yek bihîst, ji qesrê derketin, çûn Mala Xudan û li ber devê Dergehê Nû yê Mala Xudan rûniştin.
Wî çaxî kahin û pêxemberan ji serekan û ji tevahiya gel re got: “Ev zilam mirin heq kir. Çimkî çawa ku we bi guhê xwe bihîst, wî li dijî vî bajarî pêxemberî kir.”
Li ser vê yekê Yêremya ji hemû serekan û tevahiya gel re got: “Xudan ez şandim ku tevahiya van gotinên pêxemberiyê yên li dijî vê Perestgehê û vî bajarî bêjim û hûn bibihîzin.
Niha rê û kirinên xwe rast bikin û guh bidin dengê Xwedayê xwe Xudan. Wî çaxî wê Xudan jî fikra xwe biguherîne û pêk neyîne ku xerabiya ku gotibû wê bîne serê we.
Lê ez di destê we de me. Ya ku li ber çavê we baş û qenc e bi min bikin.
Lê baş bizanibin, heke hûn min bikujin, hûnê xwîna bêsûcekî bixin ser xwe û ser vî bajarî û şêniyên wî. Çimkî bi rastî jî, ji bo ez tevahiya van gotinan ji we re bêjim, Xudan ez şandim ba we.”
Wî çaxî serek û tevahiya gel, ji kahin û pêxemberan re got: “Ji bo vî zilamî biryara mirinê nabe, çimkî bi navê Xwedayê me Xudan ji me re got.”
Îcar ji rîspiyên gel çend kes rabûn û ji tevahiya civata gel re got:
“Di rojên Hîzqiyayê Padîşahê Cihûdayê de, Mîxayê Moreşetî pêxemberî kir û ji tevahiya gelê Cihûda re got: ‘Xudanê Karîndar wiha dibêje: “‘Wê Siyon wekî zeviyekê bê ajotin Û Orşelîm bibe şikêra keviran. Wê çiyayê Mala Xudan bibe girê daran.’
“Ma Hîzqiyayê Padîşahê Cihûdayê û gelê Cihûda ew kuşt?! Qey ew ji Xudan netirsiyan, li hizûrê wan lavayî Xudan nekir? Loma Xudan fikra xwe guhert û xerabiya ku gotibû ezê bînim serê wan, pêk nehat. Lê niha em bixwe belayeke mezin tînin serê xwe.”
Zilamekî din ê ku li navê Xudan pêxemberî dikir hebû: Ji Qîryat-Yearîmê Ûriyayê kurê Şemaya. Wî jî li gorî hemû peyvên Yêremya li dijî vî bajarî û vî welatî pêxemberî kir.
Yehoyaqîmê Padîşah û hemû mêrxas û fermandarên wî gotinên wî bihîstin. Padîşah xwest wî bikuje, lê Ûriya ev yek bihîst, tirsiya û reviya çû Misrê.
Li ser vê yekê Yehoyaqîmê Padîşah zilam şandin Misrê: Êlnatanê kurê Exbor û kesên din.
Wan Ûriya ji Misrê deranî û ew anî ba Yehoyaqîm. Wî ew bi şûr kuşt û laşê wî avêt goristana gel.
Lê Ahîqamê kurê Şafan, Yêremya parast û ji bo ku wî nekujin, neda destê gel.
Di destpêka padîşahiya Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de ji Xudan ev gotin ji Yêremya re hat.
Xudan ji min re wiha got: “Ji xwe re qeyd û nîran çêke û wan deyne ser stûyê xwe.
Paşê bi destê qasidên hatine Orşelîmê ba Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê xeber bişîne padîşahên Edom, Moav, Emmon, Sûr û Saydayê.
Tu li wan emir bike ku ji xweyên xwe re bêjin: ‘Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: Ji xweyên xwe re wiha bêjin:
Yê ku dinya, mirov û heywanên li ser rûyê wê, bi hêza xwe ya mezin û zendê xwe yê dirêjkirî afirand, ez im û ez wê didim kesê di çavê min de rast e.
Niha min tevahiya van welatan dan destê xulamê xwe, Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê. Heywanên çolê jî dan wî ku jê re xizmetê bikin.
Wê hemû milet jê re, ji kurê wî re û ji kurê kurê wî re xulamiyê bikin, helbet heta roja welatê wî jî were. Piştre wê gelek milet û padîşahên mezin wî bikin koleyê xwe.
“‘Heke milet û padîşahî xizmeta Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê neke û stûyê xwe nexe bin nîrê wî, heta ku ez qedandina wan bi destê wî tînim, ezê wî miletî bi şûr, kul û xelayê ceza bikim.’” Ev e gotina Xudan.
“‘Divê hûn guhdariya pêxember, falbaz, sêrbaz û kesên xewnan dibînin nekin ku ji we re dibêjin: Xulamiya Padîşahê Babîlê nekin!
Çimkî ew ji we re pêxemberiya derewîn dikin. Encama wê pêxemberiyê ev e: Hûnê ji ser welatê xwe bên dûrkirin. Ezê we bajom û hûnê tune bibin.
Lê ezê her miletê ku wê stûyê xwe bixe bin nîrê Padîşahê Babîlê û xulamiya wî bike, li ser welatê wî bihêlim. Wê ew milet axa xwe bajo û lê bimîne.’” Ev e gotina Xudan.
Min tevahiya van gotinan ji Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê re got: “Stûyê xwe bixin bin nîrê Padîşahê Babîlê. Xulamiya wî û gelê wî bikin ku hûn sax bimînin.
Jixwe Xudan ji her miletê ku xulamiya Padîşahê Babîlê nake re gotiye. Ma tu û gelê xwe hûnê bi şûr, kul û xelayê çima bimirin?!
Guhdariya gotinên pêxemberan nekin ku ji we re dibêjin: ‘Xulamiya Padîşahê Babîlê nekin.’ Çimkî ew ji we re pêxemberiya derewîn dikin.
Çimkî gotina Xudan ev e: ‘Min ew neşandine. Ew bi navê min pêxemberiya derewîn dikin. Encama wê pêxemberiyê ev e: Ezê we bajom û hûnê tevî pêxemberên ku ji we re pêxemberiyê dikin, tune bibin.’”
Wê gavê min ji kahin û tevahiya vî gelî re got: “Xudan wiha dibêje: ‘Hûn guh nedin gotinên pêxemberên ku ji we re dibêjin: Va ye, taximên li Mala Xudan wê ji Babîlê zû bên anîn. Çimkî ew pêxemberiya derewîn dikin.
Guhdariya wan nekin. Xulamiya Padîşahê Babîlê bikin û sax bimînin. Ev bajar ji bo çi wêran bibe?
Heke ew bi rastî pêxember in û gotina Xudan bi wan re ye, bila ji Xudanê Karîndar lava bikin ku taximên li Mala Xudan, li qesra Padîşahê Cihûdayê û li Orşelîmê mane, neçin Babîlê.’
“Çimkî Xudanê Karîndar li ser stûn, binik, hewiz û taximên din ên li vî bajarî mane
ku dema Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê, Yehoyaxînê Padîşahê Cihûdayê kurê Yehoyaqîm bi hemû pêşengên Cihûda û Orşelîmê re sirgûnê Babîlê kir, êdî gotiye.
Erê, Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar li ser taximên li Mala Xudan, li qesra Padîşahê Cihûdayê û li Orşelîmê mane wiha dibêje:
‘Wê ev taxim herin Babîlê û heta roja ku ezê bala xwe bidim wan, wê li wir bimînin.’” Ev e gotina Xudan. “‘Wê gavê ezê wan derxim û vegerînim vî cihî.’”
Wê salê, di destpêka padîşahiya Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê de, di meha pêncan a sala çaran de, Hananyayê Pêxember ê kurê Ezzûrê Gîvonî, li Mala Xudan, li ber kahin û tevahiya gel ji min re got:
“Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Min nîrê Padîşahê Babîlê şikand.
Di navbera du salan de ezê hemû taximên Mala Xudan ên ku Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê ji vir hilda û bir Babîlê, vegerînim.
Ezê Yehoyaxînê kurê Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê û hemû sirgûniyên Cihûdayî yên ku çûne Babîlê dîsa vegerînim.’ Ev e gotina Xudan. ‘Çimkî ezê nîrê Padîşahê Babîlê bişikênim.’”
Wê gavê Yêremyayê Pêxember li pêş kahin û tevahiya gelê ku li ber Mala Xudan disekinîn bersiva Hananyayê Pêxember da.
Yêremyayê Pêxember got: “Amîn! Bila Xudan bike! Bila Xudan gotinên ku te li ser pêxemberî kir pêk bîne û taximên Mala Xudan û hemû sirgûniyan ji Babîlê vegerîne vir.
Lê niha van gotinan bibihîze ku ezê di guhê te û di guhê tevahiya gel de dibêjim:
Pêxemberên ku beriya min û beriya te hebûn, gelek sal berê li dijî gelek welat û padîşahiyên mezin li ser şer, kul û belayê pêxemberî dikir.
Dema pêxemberek li ser aştiyê pêxemberiyê bike û pêxemberiya wî pêk were, tenê wî çaxî tê zanîn ew pêxemberekî ku Xudan bi rastî şandiye.”
Li ser vê yekê Hananyayê Pêxember nîr ji stûyê Yêremyayê Pêxember derxist û şikand.
Hananya li pêş tevahiya gel got: “Xudan wiha dibêje: ‘Di navbera du salan de ezê nîrê Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê ji stûyê hemû miletan bi vî awayî derxim û bişikênim.’” Yêremyayê Pêxember rabû çû.
Piştî Hananyayê Pêxember nîrê di stûyê Yêremyayê Pêxember de şikand, gotina Xudan ji Yêremya re hat û got:
“Here ji Hananya re bêje: ‘Xudan wiha dibêje: Te nîrê darîn şikand û di şûna wî de nîrê hesin çêkir!
Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: Min nîrê hesin xist stûyê van hemû miletan ku xulamiya Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê bikin. Wê esse jê re xulamiyê bikin. Min heywanên çolê jî dan wî.’”
Yêremyayê Pêxember ji Hananyayê Pêxember re got: “Hananyayo, guh bide min! Xudan tu neşandî û te kir ku ev gel xwe bispêre derewan.
Loma Xudan wiha dibêje: ‘Ezê te ji ser rûyê erdê bişînim. Ji ber ku te li dijî Xudan hînê serhildanê kir, tê îsal bimirî.’”
Hananyayê Pêxember di meha heftan a wê salê de mir.
Gotinên nameya Yêremyayê Pêxember ev in ku wî ji Orşelîmê ji rîspiyên sirgûnbûyî yên saxmayî, kahin, pêxember û tevahiya gelê ku Nebûxadnessar ji Orşelîmê sirgûnê Babîlê kiribû re şand.
Piştî ku Yehoyaxînê Padîşah, şahbanûya diya wî, karmendên qesrê, serekên Cihûda û Orşelîmê, hoste û hesinkar ji Orşelîmê çûn, ev name hate nivîsandin.
Name bi destê Êlesayê kurê Şafan û Gemaryayê kurê Hîlqiya hate şandin ku Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê ew şandibûn Babîlê, ba Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê. Gotinên nameyê ev bûn:
Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar ji hemû sirgûniyên ku wî ji Orşelîmê şandine Babîlê re wiha dibêje:
“Xaniyan ava bikin û tê de rûnin! Bexçeyan deynin û berên wan bixwin.
Jinan ji xwe re bînin, bibin bavê kur û keçan. Jinan ji kurên xwe re bînin û keçên xwe bidin mêr. Bila ew jî bibin dê û bavê kur û keçan. Li wir zêde bibin, kêm nebin.
Xêrxwazê wî bajarî bin ku min hûn şandin wir. Ji bo wî bajarî ji Xudan re duayan bikin. Çimkî bi xêra wî, hûnê jî xêrê bibînin.”
Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Bila falbaz û pêxemberên di nav we de, we nexapînin. Guh nedin xewnên wan.
Çimkî ew bi navê min ji we re pêxemberiya derewîn dikin. Min ew neşandine.” Ev e gotina Xudan.
Çimkî Xudan wiha dibêje: “Gava heftê salên Babîlê temam bû, ezê bala xwe bidim we. Ezê soza xwe ya baş pêk bînim û we vegerînim vir.
Çimkî ez pîlanên xwe yên ji bo we dizanim.” Ev e gotina Xudan. “Ev ne pîlanên xerabiyê ne, lê pîlanên xêrê ne ku pêşeroja hêviyê bidin we.
Loma gava hûn gazî min bikin, gava hûn werin ji min re duayan bikin, ezê guhdariya we bikim.
Hûnê li min bigerin. Lê gava hûn bi hemû dilê xwe li min bigerin, hûnê min bibînin.
Ezê bikim ku hûn min bibînin.” Ev e gotina Xudan. “Ezê we vegerînim firehiya we ya berê û ji nav hemû miletan û hemû derên ku min hûn derxistine, bicivînim.” Ev e gotina Xudan. “Ezê we dîsa bînim dera ku min hûn jê sirgûn kiribûn.”
Ji ber ku we got: “Xudan li Babîlê ji bo me pêxember kifş kirin,”
Xudan ji bo padîşahê li ser textê Dawid rûdine, hemû gelê ku li vî bajarî rûdine û birayên we yên ku bi we re neçûne sirgûnê wiha dibêje.
Erê, Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Va ye! Ezê şûr, kul û xelayê bînim ser wan. Ezê wan bikim wekî hejîrên riziyayî ku ji xerabûnê nayên xwarin.
Ezê bi şûr, kul û xelayê li pey wan bikevim ku di nav hemû padîşahiyên dinyayê de bibin mijara sawê. Di nav hemû miletên ku min ew sirgûn kirin de, wê bibin nalet, mijara saw û riswabûneke ku mirov lê bifîkînin.
Çimkî wan guhdariya gotina min nekir.” Ev e gotina Xudan. “Min gelek caran bi riya xulamên xwe yên pêxember gotinên xwe ji we re şandin. Lê we guhdarî nekir.” Ev e gotina Xudan.
Ya hûn hemû sirgûniyên ku min ji Orşelîmê şandine Babîlê, guh bidin gotina Xudan!
Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar li ser Ahavê kurê Qolaya û Sîdqiyayê kurê Maesêya yê ku bi navê min pêxemberiya derewîn dikin, wiha dibêje: “Va ye ezê wan bidim destê Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê û wê li ber çavê we wan bikuje.
Ji ber ya ku wê were serê wan, wê hemû sirgûniyên gelê Cihûda yên li Babîlê vê naletê bêjin: ‘Bila Xudan te bike wekî Ahav û Sîdqiyayê ku Padîşahê Babîlê ew di nav êgir de pijandin.’
Çimkî wan li welatê Îsraêl kirêtî kir. Wan bi jinên cîranên xwe re zinayê kir! Wan bi navê min peyvên derewîn gotin ku min li wan emir nekiribûn. Yê ku dizane û şahid e, ez im.” Ev e gotina Xudan.
Xudan got: “Tê ji Şemayayê Nehelamî re bêjî:
‘Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: Te bi navê xwe ji tevahiya gelê Orşelîmê, Sefanyayê Kahin ê kurê Maesêya û tevahiya kahinên din re name şandiye. Gotinên nameyê ev bûn:
“‘Yê ku di cihê Yehoyada de tu kirî kahin, Xudan e! Bi vî awayî wê li Mala Xudan peywirdar hebin ku her dînê wekî pêxember tevdigere, bi singî ve girê bidî û wî bixî bin qeyd û nîrê hesin.
Lê te çima erzê Yêremyayê Enatotî neşikand ku xwe ji we re kiriye pêxember?
Çimkî Yêremya xeber şand Babîlê û ji me re got: Wê sirgûnî dirêj be. Xaniyan ava bikin û tê de rûnin, bexçeyan deynin û berên wan bixwin.’”
Sefanyayê Kahin ev name di guhê Yêremyayê Pêxember de xwend.
Wê gavê gotina Xudan ji Yêremya re hat û got:
“Ji hemû sirgûniyan re xeber bişîne û bêje: ‘Xudan li ser Şemayayê Nehelamî wiha dibêje: Tevî ku min ew ji we re neşandibû, Şemaya ji we re pêxemberî kir û hişt ku hûn xwe bispêrin derewan.
Loma Xudan wiha dibêje: Ezê Şemayayê Nehelamî û ziriyeta wî ceza bikim. Wê tu kesekî wî di nav vî gelî de nemîne. Û qenciya ezê bi gelê xwe bikim jî nebîne.’” Ev e gotina Xudan. “‘Çimkî wî gotinên serhildanê yên li dijî Xudan kirin.’”
Gotina Xudan ku ji Yêremya re hat ev e:
“Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Hemû gotinên min ji te re gotin ji bo xwe di nivîsekê de binivîse.’”
Çimkî gotina Xudan ev e: “‘Va ye roj tên ku ezê gelê xwe Îsraêl û Cihûdayê vegerînim firehiya berê’” dibêje Xudan. “‘Ezê wan vegerînin welatê min daye bav û kalên wan ku ji xwe re bikin milk.’”
Gotinên ku Xudan li ser gelê Îsraêl û gelê Cihûda gotin, ev in.
Xudan wiha dibêje: “Me dengê dehşet û lerizînê bihîst, Aştî tuneye.
Niha bipirsin û bibînin, Ma mêrek zarokan tîne?! Nexwe çima her mêr bi destê xwe zikê xwe digire? Ez ji bo çi wan wekî jina zarok tîne dibînim? Çima hemû rû çilmisî ne?
Ax! Ew roj gelek tirsdar e, Roja wekî wê tuneye. Ji bo Aqûb, dema tengasiyê ye, Lê wê jê rizgar bibe.”
Gotina Xudanê Karîndar ev e: “Wê rojê ezê nîrê wî yê stûyê te bişikênim Û benên wî biqetînim. Êdî wê xerîb wan ji xwe re nekin kole.
Lê wê xulamiya Xwedayê xwe Xudan Û Dawidê Padîşahê ku ezê deynim ser wan bikin.”
Gotina Xudan ev e: “Lê Aqûbê xulamê min, netirse! Îsraêlo, neşikê! Çimkî va ye, ezê te ji dûrî Û ziriyeta te ji welatê sirgûnbûna wan rizgar bikim. Wê Aqûb vegere, aramî û bêxemiyê bibîne. Wê kesê wî bilerizîne tunebe.
Çimkî ez bi te re me ku te rizgar bikim.” Ev e gotina Xudan. “Tevî ku ez hemû miletên ku min tu li nav wan belav kirî, Bi tevahî biqedînim jî, Ezê te bi tevahî neqedînim. Ezê te bi pîvana adil terbiye bikim Û te bêceza nehêlim.”
Çimkî Xudan wiha dibêje: “Birîna te şifayê nabîne, Derba te bêderman e.
Kesê ku li doza te dinêre tuneye, Dermanê birîna te tuneye. Tuneye şifaya te.
Hemû yarên te, tu ji bîr kirî, Li te nagerin. Çimkî ji ber mezinbûna sûcê te Û zêdebûna gunehên te, Min bi derba dijminan Û bi cezayê zaliman li te xist.
Çima tu ji ber birîna xwe dikî feryad? Derba te bêderman e. Ji ber mezinbûna sûcê te Û zêdebûna gunehên te, Min ev yek anî serê te.
Loma hemû kesên te daqurtînin wê bên daqurtandin Û hemû neyarên te herin sirgûnê. Wê kesên te talan dikin bên talankirin, Ezê kesên ku te dişelînin bidim şelandin.
Çimkî ezê dîsa te baş bikim Û şifayê bidim derbên te.” Ev e gotina Xudan. “Çimkî wan got: ‘Ew ji Siyonê re sirgûn dibêjin. Êdî tu kes lê napirse.’”
Xudan wiha dibêje: “Va ye ezê konên Aqûb vegerînim firehiya berê Û li ber warên wî bikevim. Wê bajar li ser xirbeyekî demên berê ji nû ve ava bibe Û qesir li cihê xwe yê heq rûne.
Wê dengê ken û şahiyê ji nav wan bê. Ezê wan zêde bikim, wê kêm nebin, Ezê wan rûmet bikim, wê neyên kêmdîtin.
Wê zarokên wan wekî demên berê bin, Civata wan li hizûra min qewîn be. Ezê hemû zordarên wan ceza bikim.
Wê mezinê wan ji wan be, Wê serwerê wan ji nav wan were. Ezê wî bînim ba xwe, wê nêzîkî min be. Gava ez nexwazim, wê kî biwêre nêzîkî min bibe?” Ev e gotina Xudan.
“Hûnê bibin gelê min, Ezê bibim Xwedayê we.
Va ye, bagera Xudan! Xezeba wî rabû! Bahoza dijwar rabû ku bi serê xeraban de biteqe.
Heta Xudan armanca dilê xwe pêk anî û xilas kir, Wê hêrsa wî ya dijwar danekeve. Di rojên pêş de hûnê vê fêm bikin.”
Gotina Xudan ev e: “Wê demê ezê bibim Xwedayê hemû binemalên Îsraêl û wê bibin gelê min.”
Xudan wiha dibêje: “Gelê ku ji ber şûr sax maye, li beriyê kerem dît. Gava ez çûm ku rihetiyê bidim gelê Îsraêl,
Xudan ji dûrî ve li wan xuya bû û got: ‘Min bi hezkirina herheyî ji te hez kir, Loma min dilsoziya xwe beramberî te berdewam kir.’
Ya Îsraêla keça xama! Ezê dîsa te ava bikim û tê ava bibî. Tê careke din rakî defên xwe Û bikevî govenda kesên şa dibin.
Tê dîsa li çiyayên Sameryayê rezan deynî. Wê rezvan tirî bixwin.
Çimkî wê roj bê Ku nobedar li herêma çiyayî ya Efrayîmê bêjin: ‘Rabin em hilkişin Siyonê, ba Xwedayê xwe Xudan!’”
Çimkî Xudan wiha dibêje: “Ji bo Aqûb bi kêf û şahî biqîrin! Ji bo serekê miletan bi dengê bilind biqîrin! Pesindana xwe bidin bihîstin û bêjin: ‘Ya Xudan, bermayiyên gelê xwe Îsraêl rizgar bike!’
Va ye ezê wan ji herêma bakur bînim Û ji binê dinyayê bidim hev. Di nav wan de wê kor û kulek, Jina bizaro û jina ku niha zarokan tîne, Wê bi hev re, wekî komeke mezin vegerin vir.
Wê bi girî werin, Ezê rêberiya wan bikim û wê lava bikin. Ezê wan li ba newalên avê, Di riya rast a ku neterpilin de bimeşînim. Çimkî ez ji Îsraêl re bûm bav Û Efrayîm jî kurê min ê pêşî ye.
“Miletno, guh bidin gotina Xudan! Bi keviyên dûr ên deryayan bidin bihîstin û bêjin: ‘Yê ku gelê Îsraêl belav kiriye wê bide hev, Wekî şivên, wê keriyê xwe biparêze.’
Çimkî Xudan ji bo Aqûb berdêl da Û ji destê hêzdartir ew rizgar kir.
Wê bên û li bilindciyê Siyonê ji kêfan biqîrin, Ji bo qenciya Xudan –Dexil, şeraba nû, zeyt û berên pez û dewêr– Wê rûyê wan ronî be. Wê canê wan bibe wekî bexçeyekî avdayî Û careke din neçilmise.
Wî çaxî wê keç bikevin govendê, Wê xort û kal şahî bikin. Ezê şîna wan bikim kêfxweşî Û ji ber kul û kederan, wan teselî û şa bikim.
Ezê kahinan bi rûn têr bikim, Wê gelê min bi qenciya min têr bibe.” Ev e gotina Xudan.
Xudan wiha dibêje: “Ji Ramayê dengek tê bihîstin, Dengê şîn û girîna bişewat, Rahêl ji bo zarokên xwe digirî Û naxwaze bê teselîkirin, Çimkî êdî ew tunene.”
Xudan wiha dibêje: “Tu dengê xwe ji girînê, Çavên xwe ji hêsiran ragire. Çimkî xelata keda te heye.” Ev e gotina Xudan. “Wê ji welatê dijmin vegerin,
Ji bo pêşeroja te hêvî heye.” Ev e gotina Xudan. “Wê zarokên te vegerin warên xwe.
“Bêguman min nalîna Efrayîm bihîst. Got: ‘Te ez terbiye kirim Û wekî golikekî hînî nîr nebûye, ez terbiye bûm. Min bizivirîne ku vegerim, Çimkî Xwedayê min Xudan tu yî.
Piştî ku ez ji riya rast averê bûm, ez poşman bûm, Piştî hişê min hate serê min, min li xwe xist. Ji ber riswatiya ciwaniya xwe Ez rezîl û şermezar bûm.’
“Ma kurê min ê delal ne Efrayîm e? Ma kurê min ê şîrîn ne ew e? Tevî ku li dijî wî dibêjim, Ez wî ji bîra xwe dernaxim. Loma dilê min lê tê rehmê, Ezê esse li ber wî bikevim.” Ev e gotina Xudan.
“Ji bo xwe nîşanên rê deyne, Ji bo xwe stûnan çêke. Bîra xwe bide ser riya mezin ku tu çûyî wir. Ya Îsraêla keça xama vegere, Vegere van bajarên xwe!
Ya keça çivanok, heta kengê tê şaşomaşo bî? Çimkî Xudan li dinyayê tiştekî nû afirand, Wê jin mêran biparêzin!”
Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Gava ez wan vegerînim firehiya berê, wê li welatê Cihûda û bajarên wî careke din vê gotinê bêjin: ‘Ya dera edaletê! Ya çiyayê pîroz! Xudan te pîroz bike!’
Wê welatê Cihûda, hemû bajarên wî, tevî cotkar û xweyên pêz jî li wir bi hev re rûnin.
Çimkî ezê bi têra xwe canê çilmisî bidim vexwarin û hemû dilên birçî têr bikim.”
Paşê ez hişyar bûm û min dît ku xewa min bi min şîrîn hat.
Gotina Xudan ev e: “Va ye roj tên ku ezê Mala Îsraêl û Mala Cihûda bi tovê mirovan û tovê heywanan bajom.
Çawa min ji bo ji kokê rakirin û hilweşandinê, ji bo xerakirin û tunekirinê û ji bo kirina belayê çavdêrî kiribe, ezê ji bo avakirin û daçikandinê jî wisa li ser wan çavdêriyê bikim.” Ev e gotina Xudan.
“Êdî di wan rojan de wê kes nebêje: “‘Bavan cûr xwar Û diranê zarokan beriqî.’
Wê herkes ji ber sûcê xwe bimire. Wê diranên her kesê cûr xwariye bibiriqe.”
Gotina Xudan ev e: “Va ye, ew roj tên ku ezê bi Mala Îsraêl re Û bi Mala Cihûda re peymaneke nû çêkim.
Wê ev peyman, ne wekî wê peymanê be Ku min bi bav û kalên wan re çêkir. Gava min bi destê wan girt û ji welatê Misrê deranî, Tevî ku ez mêrê wan jî bûm, wan peymana min xera kir.” Ev e gotina Xudan.
Lê gotina Xudan ev e: “Peymana ku ezê piştî wan rojan bi Mala Îsraêl re çêkim, ev e: Ezê Şerîeta xwe bixim nav wan û li ser dilê wan binivîsim. Ezê bibim Xwedayê wan û wê bibin gelê min.
Wê tu kes êdî hînî bira û cîranê xwe neke û nebêje: ‘Xwedayê xwe nas bike!’ Çimkî ji biçûkan heta mezinan, Wê hemû min nas bikin.” Ev e gotina Xudan. “Çimkî ezê neheqiyên wan bibexişînim Û êdî ezê gunehên wan bi bîr neyînim.”
Xudanê ku rojê dide ji bo ronahiya rojê Û heyv û stêr saz kirine ji bo ronahiya şevê, Yê ku deryayê tev radike ku pêlên wê bikin xuşîn Û navê wî Xudanê Karîndar e, wiha dibêje:
“Heke ev pergal ji ber min rabe, Wê ziriyeta Îsraêl jî heta hetayê ji miletbûnê derkeve!” Ev e gotina Xudan.
Xudan wiha dibêje: “Heke ezmanên li jor bên pîvan Û bingehên dinyayê yên li jêr bên lêkolandin, Wî çaxî ezê jî ziriyeta Îsraêl, Ji ber hemû tiştên ku kirine dev ji wan berdim.” Ev e gotina Xudan.
Gotina Xudan ev e: “Va ye roj tên ku bajar ji Birca Hananêlê heta Dergehê Goşeyê ji bo Xudan bê avakirin.
Wê benê pîvanê ji wir heta Girê Garêvê rasterast dirêj be û bizivire Goeyê.
Wê tevahiya geliyê ku xwelî û cendek tên avêtin, hemû zeviyên heta Newala Qîdronê, heta kujê Dergehê Hespan ê ku li rojhilat e, ji bo Xudan pîroz bin. Êdî wê heta hetayê neyên rakirin û neyên hilweşandin.”
Di dehsaliya Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê de ku hijdehsaliya Nebûxadnessar e, gotinek ji Xudan ji Yêremya re hat.
Di vê navberê de artêşa Padîşahê Babîlê dor li Orşelîmê dipêça û Yêremyayê Pêxember di hewşa parêzvanan a qesra Padîşahê Cihûdayê de girtî bû.
Çimkî Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê ew hepis kiribû û jê re gotibû: “Çima tu pêxemberiyê dikî û dibêjî: ‘Xudan wiha dibêje: Ezê vî bajarî bidim destê Padîşahê Babîlê û wê desteser bike.
Herwiha wê Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê ji destê Kildaniyan nefilite. Lê wê esse bikeve destê Padîşahê Babîlê, pê re rû bi rû bipeyive û çavê wî bi çavê wî bikeve.
Wê Sîdqiya bibe Babîlê û heta ez bala xwe bidim wî, wê li wir bimîne. Hûn li dijî Kildaniyan şer jî bikin, hûnê bi ser nekevin. Ev e gotina Xudan’?”
Yêremya got: “Gotina Xudan ji min re hat û got:
‘Wê Hanamêlê kurê Şallûmê apê te, were ba te û bêje: Zeviya min bikire ku li Enatotê ye. Çimkî mafê merivatiyê yê te ye ku bikirî.’
“Hanamêlê kurapê min, li gorî gotina Xudan, li hewşa parêzvanan hat ba min û got: ‘Lava dikim zeviya min a li Enatota welatê Binyamîniyan bikire. Çimkî mafê mîrasê û mafê merivatiyê li te dikeve. Ji xwe re bikire.’ “Wî çaxî min fêm kir ku ev gotina Xudan e.
Li ser vê yekê min hivdeh şekelên zîvîn kişand, da Hanamêlê kurapê xwe û zeviya li Enatotê jê kirî.
Min nivîsa kirînê nivîsand, ew mor kir, bi şahidan da îmzekirin û zîv li ser mêzînê kişand.
Paşê min nivîsa kirînê ya morkirî ku rê û rêbaz tê de ne û nûsxeya wê ya nemorkirî hildan.
Min li ber çavê Hanamêlê kurapê xwe, li ber çavê şahidên nivîsa kirînê îmze kirine û li ber çavê tevahiya Cihûdayiyên li hewşa parêzvanan rûniştine, nivîsa kirînê da Barûkê kurê Nêriyayê kurê Mahsêya.
“Min li ber çavê wan li Barûk emir kir û got:
‘Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: Tu vê nivîsa kirînê ya morkirî û vê nivîsa nemorkirî bixe nava dîzikê ku demeke dirêj li wir bimînin.
Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: Wê li vî welatî careke din xanî, rez û zevî bên kirîn.’
“Piştî min nivîsa firotinê da Barûkê kurê Nêriya, min ji Xudan re dua kir û got:
“Ax, ya Reb Xudan! Te erd û ezman bi hêza xwe ya mezin û zendê xwe yê dirêjkirî afirandin. Ji bo te tiştekî nepêkan e tuneye.
Tu bi hezaran re dilsoziyê dikî, lê bergîdana gunehên bavan tînî serê kuran. Tu Xwedayê mezin û hêzdar î. Navê te Xudanê Karîndar e.
Tu di şêwir de mezin û di karan de hêzdar î. Çavê te li ser hemû kirinên mirovan e. Tu li gorî rê û berê kirinên her kesî didî wan.
Tu ew î ku li welatê Misrê nîşan û keramet pêk anîn û li welatê Îsraêl û li nav hemû mirovan, te nav û deng da ku heta îro jî berdewam dike.
Te bi nîşan û kerametan, destê xwe yê hêzdar, zendê xwe yê dirêjkirî û bi heybeteke mezin gelê xwe Îsraêl ji welatê Misrê deranî.
Te ev welatê ku te sond xwar ku bidî bav û kalên wan û şîr û hingiv jê diherike, da wan.
Ew hatin û wan ew ji xwe re kir milk. Lê belê wan guh neda dengê te û di Şerîeta te de nemeşiyan. Wan tu emrên te pêk neanîn ku te li wan kirin. Loma te tevahiya van belayan anîn serê wan.
“Va ye, pal hatin çêkirin ku bajêr desteser bikin. Bajarê ku şûr, kul û xela bi ser wî de hatin, da destê Kildaniyên ku li dijî wî şer dikin. Va ye, çawa ku tu dibînî, tiştê ku te got çêbû.
Ya Reb Xudan! Tevî ku bajar ket destê Kildaniyan jî, te ji min re got: ‘Zeviyê bi zîv ji xwe re bikire û gazî şahidan bike.’”
Gotina Xudan ji Yêremya re hat û got:
“Va ye! Xwedayê hemû beşerê Xudan ez im. Ma li ba min tiştekî nepêkan e heye?”
Loma Xudan wiha dibêje: “Va ye, ezê vî bajarî bidim destê Kildaniyan û destê Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê û wê desteser bike.
Wê Kildanî bên, li dijî vî bajarî şer bikin û bajêr bidin ber êgir. Wê bajêr tevî xaniyên ku wan li ser wan ji Baal re bixûr pêxist, pêşkêşiyên rijandinê ji îlahan re dan û ez hêrs kirim, bişewitînin.
“Çimkî gelê Îsraêl û gelê Cihûda hê ji xortaniya xwe ve, tenê tiştên ku di çavê min de xerab e kirin. Gelê Îsraêl bi karên destê xwe, ji xeynî hêrskirina min tiştekî din nekir.” Ev e gotina Xudan.
“Ji ber ku vî bajarî, ji roja ku ava bûye, hêrs û xezeba min rakir, ezê wî ji ber çavê xwe rakim.
Çimkî gelê Îsraêl û gelê Cihûda bi tevahiya xerabiya wan ez hêrs kirim; ew bi xwe, padîşahên wan, serekên wan, kahinên wan, pêxemberên wan, hemû Cihûdayî û şêniyên Orşelîmê.
Wan ne rûyê xwe, pişta xwe da min. Tevî ku min gelek caran hînî wan kir, wan ne terbiye qebûl kir, ne jî guhdarî kir.
Kirêtiyên xwe danîn Mala min a ku bi navê min tê gazîkirin û wan ew qirêj kir.
Wan li Geliyê Ben-Hînnomê bilindciyên perizînê yên Baal çêkirin ku kur û keçên xwe ji Molekê îlah re pêşkêş bikin. Min ev kirêtî li wan emir nekir. Di fikra min de jî derbas nebû ku bibe sedema gunehkirina gelê Cihûda.
“Loma niha Xwedayê Îsraêl Xudan li dijî wî bajarê ku hûn li ser wî dibêjin: ‘Bi şûr, kul û xelayê dikeve destê Padîşahê Babîlê,’ wiha dibêje:
‘Va ye ezê wan ji hemû welatên ku min bi hêrs, xezeb û qehra xwe ya mezin ew derxistine, bicivînim. Ezê wan vegerînim vir û wan di ewlehiyê de bidim rûniştandin.
Wê bibin gelê min û ezê bibim Xwedayê wan.
Ezê dilekî û riyekê bidim wan ku ew ji bo qenciya xwe û zarokên pey xwe, hemû rojan ji min bitirsin.
Ezê peymaneke herheyî bi wan re çêkim ku ezê ji qencîkirinê pişta xwe nedim wan. Ezê tirsa xwe bixim dilê wan ku xwe ji min nedin alî.
Ezê bi qencîkirina bi wan re şa bibim û wan bi dilsozî hemû dilê xwe û hemû canê xwe li vî welatî daçikînim.’
“Çimkî Xudan wiha dibêje: ‘Çawa min tevahiya van xerabiyan anî serê vî gelî, ezê hemû qenciya ku ji wan re dibêjim jî pêk bînim.
Li vî welatî wê zevî bên kirîn ku we jê re digot: Bû wêraneke bêkes û bêheywan û kete destê Kildaniyan.
Li welatê Binyamîn, li gundên derdora Orşelîmê, li bajarên Cihûdayê, li herêma çiyayî, li Şefêla û Negevê wê zevî bi zîvan bên kirîn û nivîsên kirînê li ber şahidan bên îmzekirin û morkirin. Çimkî ezê wan vegerînim firehiya berê.’” Ev e gotina Xudan.
Hê Yêremya di hewşa parêzvanan de girtî bû, gotina Xudan cara diduyan jê re hat û got:
“Xudanê ku dinya çêkiriye û şikil dayê ku asê be û navê wî Xudan e, wiha dibêje:
‘Gazî min bike, ezê bersiva te bidim. Ezê tiştên mezin ku hişê mirov nagire bêjim ku tu pê nizanî.’
Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudan li ser xaniyên vî bajarî û qesrên Padîşahiyên Cihûdayê yên ku we bi xwe hilweşandin ku li dijî şer û dorpêçanê bûn kozikên parastinê, wiha dibêje:
‘Kildanî ji bo şer tên û wê xaniyan bi laşên mirovan tije bikin ku min bi hêrs û xezeba xwe li wan xistiye. Min ji ber hemû xerabiyên wan mirovan, rûyê xwe ji vî bajarî da alî.
“‘Lê ezê şifa û rihetiyê bidim wî bajarî û baş bikim. Ezê şifayê bidim wan û bikim ku di nav aştî û ewlehiyeke berfireh de bijîn.
Ezê gelê Îsraêl û gelê Cihûda vegerînim firehiya berê û wekî berê ava bikim.
Ezê wan ji hemû sûcê gunehan paqij bikim ku wan li dijî min kirine. Sûcê hemû guneh û serhildanê bibexişînim ku wan li dijî min kirine.
Wê ev bajar ji bo min û hemû miletên dinyayê yên ku tevahiya qenciya ez bi wan dikim bibihîzin, bibe navekî şahî, berzî û pesindanê. Wê ji ber hemû xêr û qenciya ku ez didim wan, bitirsin û bilerizin.’
“Xudan wiha dibêje: ‘Hûn dibêjin: Ev cih wêrane, bêmirov û bêheywan e. Lê li bajarên Cihûdayê û kuçeyên Orşelîmê yên wêrane, bêmirov û bêheywan,
wê dengê kêf û şahiyê, dengê bûk û zavê were. “‘Ji Xudanê Karîndar re şikir bikin, Çimkî Xudan qenc e. Dilovaniya wî her û her e. Çimkî ezê welêt vegerînim firehiya berê’” dibêje Xudan.
“Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Li vê dera wêrane, bêmirov û bêheywan, careke din li hemû bajarên wî, wê şivanên ku pezê xwe mexel bikin, hebin.
Li bajarên herêma çiyayî, li Şefêlayê, li Negevê û li bajarên welatê Binyamîn, li gundên derdora Orşelîmê û li bajarên Cihûdayê, wê careke din pez di ber şiva jimarkaran re derbas bibin’” dibêje Xudan.
“Gotina Xudan ev e: ‘Va ye roj tên ku ezê gotina xwe ya qenciyê bînim cih ku min ji Mala Îsraêl û Mala Cihûda re got.
“‘Di wan rojan de, di vê demê de, Ezê ji bo Dawid guliyekî rast bipişkivînim. Wê li welêt edalet û rastiyê pêk bîne.
Di wan rojan de wê Cihûda rizgar bibe Û Orşelîm di ewlehiyê de rûne. Wê bi vî navî gazî bikin: Xudan rastiya me ye.’
“Çimkî Xudan wiha dibêje: ‘Wê kesekî ku ji bo Dawid li ser textê Mala Îsraêl rûdine kêm nebe.
Wê kahinên Lêwiyî yên li pêş min qurbanên şewitandinê, pêşkêşiyên dexlê û pêşkêşiyên din pêşkêş bikin û heta hetayê kêm nebin.’”
Gotina Xudan ji Yêremya re hat û got:
“Xudan wiha dibêje: ‘Heke hûn bikaribin peymana min a bi rojê re û peymana min a bi şevê re xera bikin ku şev û roj di dema xwe de çênebin,
wî çaxî wê peymana min a bi Dawidê xulamê min a ku wê kurên wî li ser têxt rûnin û peymana min a bi xizmetkarên min kahinên Lêwiyî re xera bibin.
Çawa ku nexşên ezmanan nayên hejmartin û sêlaka deryayê nayê pîvan, ezê ziriyeta Dawidê xulamê xwe û Lêwiyiyên ku ji min re xizmetê dikin wisa zêde bikim.’”
Gotina Xudan ji Yêremya re hat û got:
“Ma hûn nabînin ku ev gel dibêje: ‘Xudan du binemalên ku wî hilbijartin, red kirin’? Ew gelê min kêm dibînin û wekî milet nahesibînin.”
Xudan wiha dibêje: “Heke min peymana xwe ya bi şev û rojê re min nekira û qanûnên erd û ezmanan min dananiya,
wî çaxî minê ziriyeta Aqûb û Dawidê xulamê xwe red bikira û ji ziriyeta wî tu kesî li ser ziriyeta Îbrahîm, Îshaq û Aqûb nekira serwer. Ezê esse wan vegerînim firehiya berê û li wan werim rehmê.”
Gava Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê bi tevahiya artêşa xwe, bi hemû padîşahiyên dinyayê û bi hemû gelên di bin serweriya destê wî de li dijî Orşelîmê û bajarên derdora wê şer dikir, ev gotin ji Xudan ji Yêremya re hat:
“Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Here, ji Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê re bêje: Xudan dibêje: Ezê vî bajarî bidim destê Padîşahê Babîlê û wê wî bişewitîne.
Tê jî, ji destê wî nefilitî. Tê esse bêyî girtin û wê te bidin destê wî. Wê çavê te bi çavê Padîşahê Babîlê bikeve û tê pê re rû bi rû bipeyivî. Tê herî Babîlê.
“‘Lê ya Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê! Guh bide gotina Xudan! Xudan li ser te wiha dibêje: Tê bi şûr nemirî.
Tê di aştiyê de bimirî. Çawa ku ji bo bav û kalên te yên ku padîşahên beriya te bûn, agir hat pêxistin, wê ji bo te jî êgir pêxin. Wê şîna te bikin û bêjin: Ax xweyê me!’” Ev e gotina Xudan. “‘Ez Xudan vê dibêjim.’”
Yêremyayê Pêxember tevahiya van gotinan li Orşelîmê, ji Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê re got.
Wê gavê artêşa Padîşahê Babîlê li dijî Orşelîmê û li dijî Laxîş û Ezêqayê şer dikir ku bajarên Cihûdayê bûn ku hê neketine dest. Wê gavê di nav bajarên Cihûdayê yên bisûr de tenê ev mabûn.
Piştî ku Sîdqiyayê Padîşah bi gel û koleyên li Orşelîmê re peymaneke azadkirinê çêkir, ev gotina Xudan ji Yêremya re hat.
Li gorî vê peymanê divê herkes, koleyên xwe yên Îbranî yên jin û mêr azad bike û êdî tu kes birayê xwe yê Cihûdayî wekî kole negire.
Her kesê ku ket bin barê vê peymanê, hemû serek û tevahiya gel guhdarî kir û xulam û xadimên xwe azad kirin. Êdî tu kes birayê xwe yê Cihûdayî wekî kole negirt. Wan guh da û kole azad kirin.
Lê paşê zivirîn, xulam û xadimên ku azad kiribûn bi şûn ve anîn û bi zorê kirin kole.
Gotina Xudan ji Yêremya re hat û got:
“Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Roja ku min bav û kalên we ji welatê Misrê, ji mala koletiyê deranîn, min bi wan re peymanek çêkir û got:
Her yek ji we, hûnê birayê xwe yê Îbranî yê ku we ji bo koletiyê kiriye û şeş salan ji we re koletî kiriye, di dawiya sala heftan de azad bikin. Lê bav û kalên we guhdariya min nekir. Wan guh neda min.
We jî tobe kir. Her yekî ji we ya ku di çavê min de rast e kir û azadiya birayên xwe îlan kir. We li hizûra min, li mala ku bi navê min tê gazîkirin peyman çêkir.
Lê we berê xwe da alî û navê min xerab kir. We xulam û xadimên ku we li ser daxwaza wan bi temamî azad kiribûn vegerandin û bi zorê kirin kole.’
“Loma Xudan wiha dibêje: ‘We guh neda min û ji bira û cîranê xwe re azadî îlan nekir. Va ye ezê li dijî we azadiyê îlan bikim.’” Ev e gotina Xudan. “‘Ezê azadiyê bidim şûr, kul û xelayê ku hûn tune bibin! Ezê we di çavê padîşahiyên dinyayê de bikim mijara sawê.
Ezê kesên ku peymana min binpê kir û şertê peymana ku wan di hizûra min de çêkir pêk neanî, bikim golikê ku dikin du perçe û di nav perçeyên golikê re derbas dibin.
Serekên Cihûdayê, serekên Orşelîmê, karmendên qesrê, kahin û tevahiya gelê welêt ê ku di nav perçeyên wî re derbas bûn,
ezê bidim destê dijminên ku li pey kuştinê ne. Wê cendekên wan ji teyrên ezmanan û heywanên çolê re bibin xurek.
“‘Ezê Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê û serekên wî bidim destê dijminan ku li pey kuştinê ne. Ezê wan bidim destê artêşa Padîşahê Babîlê ku niha vekişiyaye.’”
Gotina Xudan ev e: “‘Va ye ezê emrekî bidim û wan vegerînim vî bajarî. Wê li dijî bajêr şer bikin, desteser bikin û bişewitînin. Ezê bajarên Cihûdayê bikim wêraneyeke bêkes.’”
Di rojên Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de gotina Xudan ji Yêremya re hat û got:
“Here Mala Rêxav û bi wan re bipeyive. Wan bîne odeyeke Mala Xudan û şerabê bide wan.”
Wî çaxî min Yaazanyayê kurê Yêremyayê kurê Havassînya, birayên wî, hemû kurên wî û tevahiya Mala Rêxav hildan
û birin Mala Xudan, odeya kurên zilamê Xwedê Hananê kurê Yîgdalya. Ew ode li kêleka odeya serekan, li ser odeya Maesêyayê dergevanê kurê Şallûm bû.
Min cerên tije şerab û tas danîn ber Rêxaviyan û ji wan re got: “Kerem bikin, şerabê vexwin.”
Wan got: “Em şerabê venaxwin, çimkî bavkalê me Yehonadavê kurê Rêxav li me emir kir û got: ‘Hûnê tu caran şerabê venexwin, ne hûn ne jî kurên we.
Herwiha hûnê xaniyan ava nekin, tov navêjin û rez daneyînin. Hûnê nebin xweyê van tiştan. Di tevahiya rojên xwe de di konan de rûnin ku li welêt emrê we dirêj be.’
Me guhdariya dengê bavkalê xwe Yehonadavê kurê Rêxav kir ku li me emir kir. Ne me, ne jinên me, ne jî kur û keçên me tu caran şerab venexwar,
ne jî xanî ava kir ku em tê de rûnin. Rez, zevî û axa me jî tuneye.
Em di konan de rûdiniştin. Me guhdariya Yehonadavê bavkalê xwe kir. Me her tiştê ku li me emir kir pêk anî.
Lê gava Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê êrîşî welêt kir, me got: ‘Werin em ji ber artêşên Kildanî û Aramiyan herin Orşelîmê.’ Loma em li Orşelîmê dimînin.”
Gotina Xudan ji Yêremya re hat û got:
“Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Here ji gelê Cihûda û şêniyên Orşelîmê re bêje: Ma hûn nikarin terbiye bin û guhdariya gotinên min bikin?’” Ev e gotina Xudan.
“‘Yehonadavê kurê Rêxav li kurên xwe venexwarina şerabê emir kir û wan emrê wî pêk anî. Heta îro jî ew şerabê venaxwin û guhdariya emrê bavkalê xwe dikin. Min gelek caran ji we re got, lê we guhdariya min nekir.
Min gelek caran xulamên xwe yên pêxember ji we re şandin û got: Bila herkes xwe ji riyên xwe yên xerab bide alî û karên xwe sererast bike. Li pey îlahan neçin û xulamiya wan nekin. Wî çaxî hûnê li welêt rûnin ku min da bav û kalên we. Lê belê we guh neda û guhdariya min nekir.
Ziriyeta Yehonadavê kurê Rêxav emrê ku bavkalê wan li wan kir pêk anî, lê vî gelî guhdariya min nekir.’
“Loma Xwedayê Îsraêl Xwedayê Karîndar Xudan wiha dibêje: ‘Va ye, ezê hemû xerabiya ku min li dijî gelê Cihûda û hemû şêniyên Orşelîmê got, bişînim ser wan. Çimkî min ji wan re got, lê wan guhdarî nekir. Min gazî wan kir, lê wan bersiv neda.’”
Yêremya ji Mala Rêxav re got: “Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘We guhdariya Yehonadavê bavkalê xwe kir. Her emrê ku wî kir pêk anî.’
Loma Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Wê zilamên ziriyeta Yehonadavê kurê Rêxav tu caran ji hizûra min kêm nebin.’”
Di çarsaliya padîşahiya Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de ev gotina Xudan ji Yêremya re hat û got:
“Tomarekê hilde û hemû gotinên min ên ji rojên Yoşiya vir ve li dijî gelên Îsraêl û Cihûda û miletên din ji te re gotin, binivîse.
Dibe ku gava Mala Cihûda tevahiya xerabiya ez difikirim ku bînim serê wan bihîst, hemûyan dev ji riya xwe ya xerab berde ku ez jî neheqî û gunehên wan bibexişînim.”
Yêremya gazî Barûkê kurê Nêriya kir. Barûk jî, ji devê Yêremya hemû gotinên ku Xudan jê re gotine li ser tomarekê nivîsî.
Piştre Yêremya li Barûk emir kir û got: “Ez girtî me, ez nikarim herim Mala Xudan.
Loma tu here û rojeke rojiyê, ji gelê li Mala Xudan re ji tomara ku te ji devê min nivîsîne, gotinên Xudan bixwîne. Tê ji Cihûdayiyên ku ji bajaran hatine re jî bixwînî.
Dibe ku ew ji Xudan re lava bikin û hemû dev ji riya xwe ya xerab berdin. Çimkî hêrs û xezeba ku Xudan li dijî vî gelî gotiye dijwar e.”
Wê gavê Barûkê kurê Nêriya her tiştê ku Yêremyayê Pêxember lê emir kiriye pêk anî û li Mala Xudan ji vê nivîsê gotinên Xudan xwendin.
Di meha nehan a pêncsaliya padîşahiya Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de hemû gelê Orşelîmê û hemû Cihûdayiyên ku ji bajaran hatine Orşelîmê li hizûra Xudan rojiyek îlan kir.
Wê gavê Barûk li Mala Xudan gotinên Yêremya ji nivîsê ji tevahiya gel re xwendin. Wî li devê Dergehê Nû yê Mala Xudan, li odeya Gemaryayê kurê Şafanê Nivîsende yê ku li hewşa jorîn e, ew xwendin.
Gava Mîxayayê kurê Gemaryayê kurê Şafan tevahiya gotinên Xudan ji nivîsê bihîst,
ew berjêr bû hat odeya nivîsendeyê qesrê. Hemû serek li wir rûdiniştin: Êlîşamayê Nivîsende, Delayayê kurê Şemaya, Êlnatanê kurê Exbor, Gemaryayê kurê Şafan, Sîdqiyayê kurê Hananya û hemû serekên din.
Mîxaya tevahiya gotinên Barûk bihîst û ji wan re ragihand ku wî ji nivîsê xwend û gel bihîst.
Li ser vê yekê hemû serekan Yehûdiyê kurê Natanyayê kurê Şelemyayê kurê Kûşî şand ba Barûk. Wî ji Barûk re got: “Tomara ku te ji gel re xwend hilde û were.” Li ser vê yekê Barûkê kurê Nêriya tomar hilda û hat.
Wan jê re got: “Niha rûne û ji me re jî bixwîne.” Barûk ji wan re xwend.
Gava hemû gotin bihîstin, wan bi tirs li hev mêze kir û ji Barûk re got: “Divê em esse tevahiya van gotinan bi padîşah bidin bihîstin.”
Paşê wan ji Barûk pirsî û got: “Niha ji me re bêje, te tevahiya van gotinan çawa ji devê wî nivîsîn?”
Wî got: “Wî tevahiya van gotinan ji devê xwe ji min re gotin, min jî bi hibrê li ser nivîsî.”
Serekan ji Barûk re got: “De rabe! Tu û Yêremya xwe veşêrin. Bila kes nizanibe hûn li ku ne.”
Piştî ku wan tomar li odeya Êlîşamayê Nivîsende veşart, ew çûn hewşê ba padîşah. Wan hemû tişt ji padîşah re gotin.
Padîşah Yehûdî şand ku tomarê bîne. Wî ew ji odeya Êlîşamayê Nivîsende hilda û anî. Yehûdî ew ji padîşah û hemû serekên li ba wî re xwend.
Di vê navberê de padîşah li mala xwe ya zivistanê rûdinişt û li ber wî tenûr hebû ku dişewitî. Çimkî meha nehan bû.
Yehûdî sê-çar stûn dixwendin û padîşah bi gûzanê ew dibirîn û diavêtin nav agirê tenûrê. Bi vî awayî tevahiya tomarê di agirê tenûrê de şewitî.
Padîşah û xulamên wî bi bihîstina van gotinan netirsiyan, ne jî cilên xwe çirandin.
Tevî ku Êlnatan, Delaya û Gemarya ji padîşah lava kir ku tomarê neşewitîne jî, wî guh neda wan.
Padîşah li Yerahmeyêlê kurê xwe, Serayayê kurê Ezriyêl û Şelemyayê kurê Evdeyêl emir kir ku Barûkê Nivîsende û Yêremyayê Pêxember bigirin. Lê Xudan ew veşartibûn.
Piştî ku padîşah tomara gotinên ku Barûk ji devê Yêremya nivîsandin şewitand, gotina Xudan ji Yêremya re hat û got:
“Tomareke din hilde û hemû gotinên di tomara pêşî de bûn, careke din li ser binivîse ku Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê şewitand.
Herwiha tê li dijî Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê bêjî: ‘Xudan wiha dibêje: Te ev tomar şewitand û got: Te çima nivîsî ku wê esse Padîşahê Babîlê bê, vî welatî wêran bike û wê mirov û heywanan jî, ji holê rake?’
Loma Xudan li ser Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê wiha dibêje: ‘Wê kesek jê tunebe ku li ser textê Dawid rûne. Wê cendekê wî bavêjin ber germa rojê û serma şevê.
Ji ber neheqiya wan, ezê wî, ziriyeta wî û xulamên wî ceza bikim. Ezê hemû xerabiyê bi ser wan, gelê Cihûda û şêniyên Orşelîmê de bînim ku min li dijî wan got û wan guh nedayê.’”
Li ser vê yekê Yêremya tomareke din hilda û da Barûkê Nivîsende yê kurê Nêriya û Barûk hemû gotinên tomara ku Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê avêt êgir û şewitand, ji devê Yêremya careke din nivîsî. Gelek gotinên mîna wan li ser wan jî hatin zêdekirin.
Sîdqiyayê kurê Yoşiya yê ku Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê wekî Padîşahê welatê Cihûda kifş kir, li cihê Yehoyaqîmê kurê Yehoyaxîn bû padîşah.
Lê ne wî, ne xulamên wî, ne jî gelê welêt guh da gotinên Xudan ku wî bi riya Yêremyayê Pêxember gotin.
Sîdqiyayê Padîşah di wê demê de Yehûxalê kurê Şelemya û Sefanyayê Kahin ê kurê Maesêya şandin ba Yêremyayê Pêxember ku bêjin: “Ji bo me, ji Xwedayê me Xudan re dua bike.”
Yêremya jî di nav gel de diçû û dihat, çimkî hê neketibû zîndanê.
Herwiha artêşa Firewn ji Misrê derketibû û Kildaniyên ku Orşelîm dorpêç kiribû, bi bihîstina vê xeberê ji Orşelîmê vekişiyan.
Wê gavê gotina Xudan ji Yêremyayê Pêxember re hat û got:
“Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Ji Padîşahê Cihûdayê re wiha bêje ku tu ji bo şîretê şandiye ba min: Artêşa Firewn a ku ji bo alîkariya we bi rê ket, wê vegere welatê xwe Misrê.
Wê Kildanî jî vegerin, li dijî vî bajarî şer bikin, bajêr desteser bikin û bişewitînin.’
Xudan wiha dibêje: ‘Xwe nexapînin û nebêjin: Wê Kildanî esse ji ser serê me herin. Çimkî wê Kildanî neçin.
Hûn tevahiya artêşa Kildaniyan a li dijî we şer dike, têk bibin û tenê birîndarên wan li konê xwe jî bimînin, wê dîsa rabin û vî bajarî bişewitînin.’”
Gava artêşa Kildaniyan ji ber artêşa Firewn ji Orşelîmê vekişiya,
Yêremya ji Orşelîmê derket çû welatê Binyamîn ku mîrasa xwe ya ji nav gelê wir para wî ketiye bistîne.
Gava gihîşt Dergehê Binyamînê, sernobedarê bi navê Yiriyayê kurê Şelemyayê kurê Hananya, Yêremyayê Pêxember girt û got: “Tu diçî aliyê Kildaniyan!”
Yêremya got: “Derew e! Ez naçim aliyê Kildaniyan.” Lê Yiriya guh neda wî, ew girt û bir ba serekan.
Serek li Yêremya hêrs bûn. Wan lê xist û ew li mala Yonatanê Nivîsende hepis kir. Çimkî wan mala wî kiribû zîndan.
Bi vî awayî Yêremya ket çaleke wê zîndanê û ew demeke dirêj li wir ma.
Paşê Sîdqiyayê Padîşah şand pey wî. Gava Yêremya hat, Padîşah li qesra xwe bi dizî jê pirsî: “Gelo ji Xudan gotinek heye?” Yêremya got: “Belê! Tê bikevî destê Padîşahê Babîlê!”
Wî berdewam kir û ji Sîdqiyayê Padîşah pirsî: “Min çi sûc li dijî te, li dijî xulamên te û li dijî gel kiriye ku te ez avêtim zîndanê?
Ka pêxemberên te ku digot: Wê Padîşahê Babîlê êrîşê te û vî welatî neke, li ku ne?
Ya xweyê min padîşah! Hêvî dikim guh bide min. Lavakirina min qebûl bike û min careke din venegerîne mala Yonatanê Nivîsende. Ez naxwazim li wir bimirim.”
Li ser vê yekê Sîdqiyayê Padîşah emir da ku Yêremya bixin hewşa parêzvanan. Heta ku li bajêr nan hebû, wan her roj ji Kuçeya Nanpêjan nanekî da wî. Bi vî awayî Yêremya li hewşa parêzvanan ma.
Şefatyayê kurê Mattan, Gedalyayê kurê Paşxûr, Yehûxalê kurê Şelemya û Paşxûrê kurê Malkiya, ev gotinên ku Yêremya ji tevahiya gel re gotin, bihîstin:
“Xudan wiha dibêje: ‘Kesê ku li vî bajarî bimîne wê bi şûr, kul û xelayê bimire. Lê kesê ku here ba Kildaniyan wê sax bimîne. Wê canê wî jê re bibe malê talên û wê bijî.’
Xudan wiha dibêje: ‘Wê ev bajar esse bikeve destê artêşa Padîşahê Babîlê û bê desteserkirin.’”
Li ser vê yekê serekan ji padîşah re got: “Bila ev zilam bê kuştin. Çimkî bi gotinên wiha destê şervanên li vî bajarî mane û hemû gel sist dibe. Ev zilam ne xêrê, lê xerabiya vî gelî dixwaze!”
Sîdqiyayê Padîşah got: “Va ye, ew di destê we de ye. Padîşah li dijî we tiştekî nake.”
Wê gavê wan Yêremya girt û avêt sarinca Malkiyayê kurê padîşah ku li hewşa parêzvanan bû. Wan Yêremya bi werîsan daxist jêr. Di sarincê de ne av, tenê herî hebû. Yêremya ket nav heriyê.
Lê Eved-Melekê Kûşî yê li qesrê karmend bû, bihîst ku wan Yêremya avêtine sarincê. Di vê navberê de padîşah li Dergehê Binyamînê rûdinişt.
Li ser vê yekê Eved-Melek ji qesrê derket, çû ba padîşah û got:
“Ya xweyê min padîşah! Her tiştên ku van zilaman bi Yêremyayê Pêxember kirin xerab in. Wan ew avêt sarincê û wê li wê derê ji birçîbûnê bimire. Çimkî li bajêr nan nema.”
Padîşah li Eved-Melekê Kûşî emir kir û got: “Sê kesan ji vir bibe û beriya ku bimire, Yêremyayê Pêxember ji sarincê derxe.”
Eved-Melek zilam hildan û çûn odeya jêrîn a binê xezîneya qesrê. Wan ji wê derê cil û kincên çiriyayî hildan û bi werîsan dirêjî Yêremyayê binê sarincê kirin.
Eved-Melekê Kûşî ji Yêremya re got: “Cil û kincên çiriyayî bixe navbera werîs û binçengên xwe.” Yêremya wisa kir.
Wan jî Yêremya bi werîsan kişand û ji sarincê derxist. Yêremya li hewşa parêzvanan ma.
Sîdqiyayê Padîşah şand pey Yêremyayê Pêxember. Gava Yêremya hat ber deriyê sisêyan ê Mala Xudan, padîşah jê re got: “Ezê tiştekî ji te bipirsim. Ji min tiştekî veneşêre.”
Yêremya ji Sîdqiya re got: “Heke ez ji te re bêjim, tê min bikujî, ne wisa? Ez şîretan jî li te bikim, tê guhdariya min nekî.”
Sîdqiyayê Padîşah bi dizî ji Yêremya re sond xwar û got: “Bi navê Xudanê Jîndar ê ku can da me, ezê te nekujim û te nedim destê van zilamên li pey kuştina te ne.”
Wî çaxî Yêremya ji Sîdqiya re got: “Xwedayê Îsraêl, Xwedayê Karîndar Xudan wiha dibêje: ‘Heke tu bi xwe herî ba fermandarên Padîşahê Babîlê, tê bijî û wê ev bajar jî neşewite. Tu û mala xwe hûnê sax bimînin.
Lê tu neçî ba fermandarên Padîşahê Babîlê, wê ev bajar bikeve destê Kildaniyan û wê bajêr bişewitînin. Tê jî nikaribî ji wan birevî.’”
Wî çaxî Sîdqiyayê Padîşah ji Yêremya re got: “Ez ditirsim min bidin destê Cihûdayiyên ku teslîmê Kildaniyan bûne û ewê jî min rezîl bikin.”
Yêremya got: “Te nadin destê wan. Ji kerema xwe guh bide dengê Xudan ku ez ji te re dibêjim. Wê qencî bi te bê kirin û canê te sax bimîne.
Lê heke tu naxwazî teslîmê wan bibî, gotina ku Xudan ji min re got ev e:
‘Va ye, wê hemû jinên li qesra Padîşahê Cihûdayê mane bibin ba fermandarên Padîşahê Babîlê û wê ew jin ji te re bêjin: “‘Mirovên tu bi wan ewle yî, Tu xapandî û tu têk birî. Ji ber ku niha lingên te ketin nav heriyê, Ew zivirîn û çûn.’
“Wê hemû jin û kurên te derînin ba Kildaniyan. Tê nikaribî ji destê wan birevî. Tê bi destê Padîşahê Babîlê werî girtin, wê ev bajar jî bê şewitandin.”
Sîdqiya ji Yêremya re got: “Bila kes van gotinan nebihîze ku tu neyî kuştin.
Heke serek bibihîzin ku ez bi te re peyivîme, werin û ji te re bêjin: ‘Te ji padîşah re çi got, padîşah ji te re çi got? Ji me re bêje, ji me veneşêre ku em te nekujin,’
wî çaxî tê ji wan re bêjî: ‘Min ji padîşah lava kir û got: Min venegerîne mala Yonatan ku ez li wir nemirim.’”
Hemû serek hatin, ji Yêremya pirsîn û wî jî bi awayê ku padîşah lê emir kiriye ji wan re got. Loma wan êdî tiştekî jê re negot, çimkî tu kesî tiştekî nebihîstibû.
Heta roja Orşelîm hat desteserkirin, Yêremya li hewşa parêzvanan ma.
Di meha dehan a nehsaliya padîşahiya Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê de Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê bi tevahiya artêşa xwe re hat Orşelîmê û ew dorpêç kir.
Di roja nehê meha çaran a sala yanzdeh a padîşahiya Sîdqiya de di sûrên bajêr de qulek hat vekirin.
Hemû serekên Padîşahê Babîlê ketin hundir û li ber Dergehê Navîn rûniştin: Nêrgal-Şareserê Samgarî, Nebo-Sarsexîmê serkarmend, Nêrgal-Şareserê Rav-Mag û hemû karmendên din.
Çaxê Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê û hemû leşkerên wî ev yek dît, reviyan. Ew bi şev, bi riya bexçeyê padîşah di dergehê di navbera herdu dîwaran re ji bajêr derketin û ber bi Eravayê ve reviyan.
Lê artêşa Kildaniyan da pey wan û li deştên Erîhayê gihîşt Sîdqiya. Wan ew girt û bir Rîvlaya li herêma Hamayê, ba Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê. Wî jî dîwana wî kir.
Padîşahê Babîlê, li Rîvlayê kurên Sîdqiya li ber çavê wî serjê kirin. Wî hemû pêşengên Cihûdayê jî li wir serjê kirin.
Wî çavên Sîdqiya derxistin û ew bi zincîrên tûncîn ve girê da û bir Babîlê.
Kildaniyan qesra padîşah û malên gel şewitandin û sûrên Orşelîmê hilweşandin.
Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan, kesên li bajêr sax mane –firarên derbasî aliyê wî bûne û kesên din– sirgûnî Babîlê kirin.
Lê Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan hinek feqîrên gel ên ku tu tiştekî wan tunebû li welatê Cihûda hiştin û wê rojê wî rez û zevî dan wan.
Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê li ser Yêremya emir li Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan kir û got:
“Wî bibe û baş lê binêre. Tiştekî xerab pê neke. Çi ji te bixwaze bike.”
Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan, Nebûşazbanê serkarmend, Nêrgal-Şareserê Rav-Mag û hemû serekên Padîşahê Babîlê qasid şandin
û wan Yêremya ji hewşa parêzvanan anî. Wan ew spart Gedalyayê kurê Ahîqamê kurê Şafan ku bibe malê. Bi vî awayî Yêremya di nav gelê xwe de ma.
Hê gava li hewşa parêzvanan girtî bû, gotina Xudan ji Yêremya re hat û got:
“Here ji Eved-Melekê Kûşî re bêje: ‘Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: Ezê gotinên xwe ne ji bo qenciyê, lê ji bo xerabiyê bi ser vî bajarî de bînim. Wê ev tişt di wê rojê de li ber te çêbin.
Lê ezê di wê rojê de te rizgar bikim.’” Ev e gotina Xudan. “‘Tê nekevî destê kesên ji wan ditirsî.
Ezê te esse xilas bikim û tê nekevî ber şûran. Wê canê te ji te re bibe malê talên, çimkî tu bi min ewle bûyî.’” Ev e gotina Xudan.
Piştî ku Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan, Yêremya li Ramayê berda, gotina Xudan ji Yêremya re hat. Wî Yêremya li zincîran xistibû û bi hemû êsîrên Orşelîm û Cihûdayê re sirgûnî Babîlê dikirin.
Fermandarê parêzvanan, Yêremya anî ba xwe û jê re got: “Xwedayê te Xudan ji vî cihî re bela kifş kiriye.
Xudan niha ev pêk anî. Wî bi awayê ku gotibû kir. Çimkî we li dijî Xudan guneh kir û guh neda dengê wî. Loma ev yek hat serê we.
Va ye, niha îro ez zincîrên destê te vedikim. Heke bi min re hatina Babîlê di çavê te qenc be, kerem bike were. Ezê baş li te binêrim. Heke bi min re hatina Babîlê di çavê te de ne qenc be, neyê. Va ye tevahiya welêt li ber te ye. Çûna ku derê li ber çavê te baş û rast be, here wir.
Heke tu li vir bimînî, dixwazî here ba Gedalyayê kurê Ahîqamê kurê Şafanê ku Padîşahê Babîlê daniye ser bajarên Cihûdayê û di nav gel de, li ba wî rûne yan jî here dera li ber çavê te baş e.” Bi vî awayî fermandarê parêzvanan qût û diyarî danê û ew berda.
Yêremya çû Mîspayê, ba Gedalyayê kurê Ahîqam û pê re, di nav gelê li welêt maye de, li ba wî rûnişt.
Gava hemû fermandarên li çolê bihîst ku Padîşahê Babîlê Gedalyayê kurê Ahîqam li ser welêt kiriye walî û daniye ser jin, mêr û zarokên feqîrên welêt ku sirgûnî Babîlê nekirine,
ev serek hatin Mîspayê, ba Gedalya: Îsmaîlê kurê Natanya, Yohanan û Yonatanê kurên Qarêah, Serayayê kurê Tanhûmet, kurên Eyfayê Netofayî, Yaazanyayê kurê Maexayî û zilamên wan.
Gedalyayê kurê Ahîqamê kurê Şafan ji wan û zilamên wan re sond xwar û got: “Ji xulamiya Kildaniyan netirsin. Li welêt rûnin, xulamiya Padîşahê Babîlê bikin û wê qencî bi we bê kirin.
Va ye ezê li Mîspayê rûnim û li pêş Kildaniyên tên nûnertiya we bikim. Lê hûn şerabê, fêkiyên havînê û zeytê bicivînin, di kewarên xwe de biparêzin û li bajarên we standine de rûnin.”
Gava hemû Cihûdayiyên ku li Moav, Emmon, Edom û welatên din rûdiniştin bihîst ku Padîşahê Babîlê li Cihûdayê hinek kesên gel sax hiştine û Gedalyayê kurê Ahîqamê kurê Şafan kir waliyê wan,
hemû Cihûdayiyên ji her derê hatibûn ajotin, vegeriyan welatê Cihûda û hatin Mîspayê ba Gedalya. Wan têra xwe şerab û fêkiyên havînê dan hev.
Di vê navberê de Yohananê kurê Qarêah û hemû fermandarên li çolê, li Mîspayê hatin ba Gedalya
û wan jê re got: “Ma tu dizanî ku Baalîsê Padîşahê Emmoniyan, Îsmaîlê kurê Natanya şandiye ku te bikuje?” Lê Gedalyayê kurê Ahîqam ji wan bawer nekir.
Yohananê kurê Qarêah li Mîspayê bi dizî ji Gedalya re got: “Bihêle ez herim, Îsmaîlê kurê Natanya bikujim. Wê kes pê nizanibe. Çima te bikuje, hemû Cihûdayiyên li ba te civiyane belav bibin û saxmayiyên gelê Cihûda tune bibin?!”
Lê Gedalyayê kurê Ahîqam ji Yohananê kurê Qarêah re got: “Tê vî karî nekî, çimkî tiştê tu li ser Îsmaîl dibêjî, derew e.”
Di meha heftan de Îsmaîlê kurê Natanyayê kurê Êlîşamayê ku ji ziriyeta padîşah û karmendekî padîşah bû, bi deh zilaman e re li Mîspayê hat ba Gedalyayê kurê Ahîqam. Gava wan li wir, li Mîspayê bi hev re xwarin xwar,
Îsmaîlê kurê Natanya û deh zilamên pê re rabûn û Gedalyayê kurê Ahîqamê kurê Şafan da ber şûran. Çimkî Padîşahê Babîlê ew li welêt kiribû walî.
Îsmaîl hemû Cihûdayiyên ku bi Gedalya re li Mîspayê bûn kuştin. Wî herwiha leşkerên Kildanî yên ku li wir rastî wî hatin jî kuştin.
Roja piştî kuştina Gedalya, bêyî ku haya kesî jê hebe,
heştê zilam ji Şexem, Şîlo û Sameryayê hatin ku rihê xwe kur kirine, cilên xwe çirandine û laşên xwe jî birîndar kirine. Wan bi xwe re dexil û gunî anîbûn ku li Mala Xudan pêşkêş bikin.
Îsmaîlê kurê Natanya bi girî ji Mîspayê derket ku pêşwaziya wan bike. Gava rastî wan hat, ji wan re got: “Werin ba Gedalyayê kurê Ahîqam.”
Gava ew ketin nava bajêr, Îsmaîlê kurê Natanya û zilamên wî, ew kuştin û avêtin sarincê.
Lê deh kesên ji wan, ji Îsmaîl re got: “Me nekuje! Li nav zeviyê, di kewarên me yê veşartî de ceh, genim, zeyt û hingivê me hene.” Li ser vê yekê Îsmaîl dev jê berda û ew bi kesên din re nekuştin.
Sarinca ku Îsmaîl laşên zilamên kuştî û Gedalya avêtibûyê mezin bû. Asayê Padîşah ev der ji tirsa Baeşayê Padîşahê Îsraêlê çêkiribû. Îsmaîlê kurê Natanya bi zilamên ku kuştine, ev der tije kir.
Îsmaîlê kurê Natanya keçên padîşah û hemû mirovên li Mîspayê mane dîl girtin ku Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan xistibûn bin emrê Gedalyayê kurê Ahîqam. Piştî ku wî ew dîl girtin, bi rê ket ku derbasî alî Emmoniyan bibe.
Lê gava Yohananê kurê Qarêah û hemû fermandarên pê re hemû xerabî bihîstin ku Îsmaîlê kurê Natanya kirine,
bi hemû zilamên xwe re çûn ku li dijî Îsmaîlê kurê Natanya şer bikin. Ew li Gîvonê, li ba hewza mezin gihîştin wan.
Gava hemû mirovên li ba Îsmaîl, Yohananê kurê Qarêah û hemû fermandarên pê re dîtin, şa bûn.
Tevahiya gelê ku Îsmaîl ji Mîspayê ajotibû, vegeriya û hat ba Yohananê kurê Qarêah.
Lê Îsmaîlê kurê Natanya, bi heşt zilamên xwe re ji ber Yohanan reviya. Ew çûn ba Emmoniyan.
Piştî Îsmaîlê kurê Natanya, Gedalyayê kurê Ahîqam kuştibû, wî jin, zarok, leşkerên mêrxas û karmendên qesrê ji Mîspayê ajotin Gîvonê. Yohananê kurê Qarêah û fermandarên pê re hemû saxmayiyên van kesan ji Gîvonê birîn.
Ew rabûn ber bi Misrê ve çûn. Li Gerût-Kîmhama ku nêzîkî Bêtlehemê ye, sekinîn.
Çimkî ew ji Kildaniyan ditirsiyan. Ji ber ku Îsmaîlê kurê Natanya, Gedalyayê kurê Ahîqam ê ku Padîşahê Babîlê ew kiribû waliyê welêt kuştibû, ew ji wan ditirsiyan.
Hemû fermandar, Yohananê kurê Qarêah, Ezaryayê kurê Hoşaya û tevahiya gel, ji biçûkan heta mezinan hatin
ba Yêremyayê Pêxember. Wan jê re got: “Em lava dikin, daxwaza me qebûl bike. Ji bo me, ji bo tevahiya vî gelê mayî ji Xudan re dua bike. Demekê em zêde bûn, lê wekî tu bi çavê xwe dibînî em hindik mane.
Riya emê herinê û ya ku emê bikin, bila Xwedayê me Xudan nîşanî me bide.”
Yêremyayê Pêxember ji wan re got: “Baş e! Ezê li gorî gotinên we ji Xwedayê te Xudan re dua bikim. Xudan çi bersivê bide, ezê ji we re bêjim. Ezê tiştekî ji we veneşêrim.”
Wan ji Yêremya re got: “Heke em li gorî her tiştê ku Xwedayê te Xudan bi devê te ji me re dibêje nekin, bila Xudan ku rast û dilsoz e, li hemberî me bibe şahid.
Gotina wî qenc an xerab jî be, emê guhdariya dengê Xwedayê xwe Xudan bikin ku em te dişînin ba wî. Emê guhdariya dengê Xwedayê xwe Xudan bikin ku qencî bi me bê kirin.”
Piştî deh rojan gotina Xudan ji Yêremya re hat.
Wî gazî Yohananê kurê Qarêah, hemû fermandarên pê re û tevahiya gel, ji biçûkan heta mezinan kir.
Wî ji wan re got: “Xwedayê Îsraêl Xudan ku we ez şandim ba wî ku ji bo we lava bikim, wiha dibêje:
‘Heke hûn li vî welatî bimînin, ezê we ava bikim û hilneweşînim. Ezê we daçikînim û ji kokê ranekim. Çimkî ez ji ber xerabiyên min anîn serê we xemgîn im.
Hûn ji Padîşahê Babîlê ditirsiyan, êdî netirsin.’” Ev e gotina Xudan. “‘Çimkî ez bi we re me ku we ji destê wî xilas û rizgar bikim.
Ezê li we bêm rehmê ku ew li we bê rehmê û we vegerîne ser axa we.’
“Lê heke hûn guhdariya dengê Xwedayê xwe Xudan nekin û berdewamiya van gotinan bikin: ‘Emê li vî welatî nemînin,
na, emê herin welatê Misrê, dereke ku emê şer nebînin, dengê boriyan nebihîzin û birçîbûnê nebînin, erê, emê li wê derê rûnin,’
wî çaxî ya saxmayiyên gelê Cihûda, guhdariya gotina Xudan bikin! Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Heke we bi rastî jî biryar daye ku herin Misrê û li wir bibin mêvan,
wê gavê wê şûrê ku hûn jê ditirsin li wir, li welatê Misrê bigihîje we. Xelaya ku hûn jê ditirsin jî wê li wir, li Misrê bi pêsîra we bigire û hûnê li wê derê bimirin.
Hemû kesên biryar dane ku bi mêvandarî herin Misrê, wê bi şûr, kul û xelayê bimirin. Ji xerabiya ezê bînim serê wan, wê tu kes ji wan nefilite û sax nemîne.’
“Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Çawa ku hêrs û xezeba min bi ser şêniyên Orşelîmê ve rijiya, wê bi ser kesên herin Misrê ve jî birije. Hûnê bibin nifir û nalet, mijara saw û riswabûnê. Hûnê careke din vê derê nebînin.’
Ya saxmayiyên gelê Cihûda! Xudan got: ‘Neçin Misrê.’ Vê yekê baş bizanibin, min îro hûn hişyar kirin
ji bo ku we canê xwe ji rê derxistibû. We bixwe ez şandim ba Xwedayê xwe Xudan û got: ‘Ji bo me ji Xwedayê me Xudan re dua bike û li gorî her tiştê ku Xwedayê me Xudan dibêje, ji me re jî bêje û emê bikin.’
Îro min ji we re gotiye, lê di tu tişta ku wî ez şandim ba we de, we guh neda dengê Xwedayê xwe Xudan.
Niha baş bizanibin, li wê dera hûn dixwazin bi mêvandarî herinê, hûnê bi şûr, kul û xelayê bimirin.”
Yêremya tevahiya gotina Xwedayê wan Xudan ji hemûyan re gotibû ku Xwedayê wan Xudan ew şandibû ku bibêje.
Wê gavê Ezaryayê kurê Hoşaya, Yohananê kurê Qarêah û hemû qureyên din ji Yêremya re got: “Tu derewan dikî! Xwedayê me Xudan tu neşandî ba me ku bêjî: ‘Neçin Misrê! Li wir nebin mêvan.’
Lê Barûkê kurê Nêriya li dijî me te sor dike. Ew dixwaze me bixe destê Kildaniyan ku me bikujin an sirgûnê Babîlê bikin.”
Bi vî awayî Yohananê kurê Qarêah, hemû fermandar û tevahiya gel guh neda dengê Xudan. Ew li welatê Cihûda neman.
Lê Yohananê kurê Qarêah û hemû fermandar, saxmayiyên gelê Cihûda yên hatibûn ajotin û ji hemû miletan vegeriyabûn welatê Cihûda ku tê de rûnin, bi xwe re birin.
Wan tevahiya jin, mêr, zarok û keçên padîşah birin ku Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan li ba Gedalyayê kurê Ahîqamê kurê Şafan hiştibûn. Yêremyayê Pêxember û Barûkê kurê Nêriya jî bi wan re bûn.
Wan guhdariya dengê Xudan nekir. Ew çûn welatê Misrê û hatin Tahpanhêsê.
Gotina Xudan li Tahpanhêsê ji Yêremya re hat û got:
“Hinek kevirên mezin bixe destê xwe û li ber şêmîka deriyê qesra Firewn a li Tahpanhêsê, di nav xerca kelpîçan de veşêre. Vê yekê li ber çavê gelê Cihûda bike
û ji wan re bêje: ‘Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: Va ye, ezê Nebûxadnessarê xulamê xwe Padîşahê Babîlê bişînim û bînim vir. Ezê li ser van kevirên ku min veşartine, textê wî deynim. Wê konê padîşahiya xwe li ser wan vede.
Wê were û êrîşî welatê Misrê bike. “‘Kesê ji bo mirinê ye, bila here mirinê. Kesê ji bo êsîriyê ye, bila bibe êsîr. Kesê ji bo şûr e, bila here ber şûr.
Wê êgir berde malên îlahên Misrê. Wê wan bişewitîne û sirgûn bike. Çawa ku şivanek kulavê xwe li xwe dipêçe, wê welatê Misrê jî wisa bipêçe. Piştre wê ji wir bi xêr û silamet derkeve.
Wê kevirbelan bişikêne ku li Mala Rojê ya li Misrê ne. Wê perestgehên îlahên Misrê jî bişewitîne.’”
Ev gotin li ser hemû Cihûdayiyên ku li welatê Misrê, li bajarên Mîgdolê, Tahpanhêsê, Memfîsê û li herêma Patrosê diman, ji Yêremya re hat û got:
“Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘We her xerabiya min anî ser Orşelîmê û bajarên Cihûdayê dît. Va ye, îro ew bajarên wêranbûyî ne ku kesek tê de nema.
Çimkî wan bi xerabiya xwe ez hêrs kirim. Wan ji îlahên ku ne ew, ne hûn, ne jî bav û kalên we ji berê ve nas dikirin re bixûr pêxist û xulamî kir.
Min gelek caran xulamên xwe yên pêxember ji we re şandin. Min got: Êdî vî tiştê kirêt nekin ku ez jê nefret dikim!
Lê wan guhdarî nekir û guh neda. Wan dev ji xerabiya xwe û dev ji bixûrpêxistina ji îlahan re bernedan.
Loma hêrs û xezeba min di bajarên Cihûdayê û kolanên Orşelîmê de hatin rijandin û pêxistin. Bi vî awayî ew xirbe û wêrane bûn û îro jî wisa dibin.’
“Loma Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Çima hûn vê belaya mezin tînin serê xwe?! Ji bo çi wê jin û mêr, zarok û berşîr li Cihûdayê helak bibin û kesek ji we sax nemîne?!
Çima hûn li welatê Misrê yê ku hûn bi mêvandarî çûnê, bi karên destê xwe û bixûrpêxistina ji îlahan re min hêrs dikin?! Hûn xwe helak dikin! Ma hûnê di nav hemû miletên dinyayê de bibin nalet û mijara riswabûnê?!
Ma we xerabî ji bîr kirin ku bav û kalên we, padîşahên Cihûdayê, jinên wan, we û jinên we li welatê Cihûdayê û li kolanên Orşelîmê kirin?
Heta îro jî ew poşman nebûn û ji min netirsiyan. Ew di riya Şerîet û rê û rêbazên min de nemeşiyan ku min da we û bav û kalên we.’
“Loma Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Va ye min biryar daye ku bela bînim ser we û tevahiya gelê Cihûda biqedînim.
Ezê saxmayiyên gelê Cihûda ku berê xwe dane Misrê û biryar dane ku li wir bibin mêvan, rakim û wê hemû li welatê Misrê tune bibin. Wê li welatê Misrê bikevin. Wê bi şûr û xelayê telef bibin. Ji biçûkan heta mezinan, wê bi şûr û xelayê tune bibin. Wê bibin nifir û nalet, mijara saw û riswabûnê.
Min çawa Orşelîmê bi şûr, kul û xelayê ceza kir, ezê mêvanên li welatê Misrê jî wisa bikim.
Ji saxmayiyên gelê Cihûda ku mêvandariya Misrê dikin, wê tu kes nefilite û sax nemîne. Wê venegerin welatê Cihûda. Tevî ku bixwazin vegerin jî û li wir rûnin, ji xeynî hinek kesên filitî ne, wê venegerin.’”
Li ser vê yekê civîneke mezin a hemû mêrên ku zanibûn jinên wan ji îlahan re bixûrê pêdixistin, hemû jinên li wê derê disekinîn û tevahiya gelê ku li herêma Patrosê ya Misrê bersiv da Yêremya û got:
“Emê guh nedin gotina ku te bi navê Xudan ji me re got!
Na! Emê esse her gotina ji devê me derketiye bikin. Çawa ku me, bav û kalên me, padîşah û serekên me li bajarên Cihûdayê û li kolanên Orşelîmê dikir, emê jî, ji Şahbanûya Ezmanan re bixûrê pêxin û pêşkêşiyên rijandinê pêşkêşî wê bikin. Berê, em ji nên têr dibûn! Qencî bi me dihat kirin û me xerabî nedidît!
Ji roja ku me ji bo Şahbanûya Ezmanan dev ji pêşkêşiyên bixûr û rijandinê berdan vir ve, em hewcedarî her tiştî dibin û bi şûr û xelayê tune dibin.”
Jinan got: “Erê! Gava me ji Şahbanûya Ezmanan re bixûr pêdixist û pêşkêşiyên rijandinê dirijandin, qey haya mêrên me jê tunebû ku em kilorên bi sûretê wê çêdikin û jê re pêşkêşiyan dirijînin?”
Yêremya ji tevahiya gel re, ji hemû jin û mêrên ku bersiva wî daye re got:
“Ma Xudan bixûr ji bîr kir ku we, bav û kalên we, padîşah û serekên we û gelê welêt li bajarên Cihûdayê û kolanên Orşelîmê şewitand? Ma haya wî jê tunebû?
Xudan ji ber xerabî û kirêtiyên we êdî hew ragirt, welatê we bûye wêraneya bêkes û xirbeya naletbûyî û îro jî wisa ye.
Ji ber ku we bixûr pêxist, li dijî Xudan guneh kir, guhdariya dengê Xudan nekir û ji ber ku hûn di riya Şerîet, qanûn, rê û rêbazên wî de nemeşiyan, ev bela hat serê we û îro jî wisa ye.”
Yêremya ji tevahiya gel û bi taybetî ji hemû jinan re got: “Ya hemû Cihûdayiyên ku li welatê Misrê ne! Guh bidin gotina Xudan!
Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘We û jinên we, bi destê xwe kir û bi devê xwe got: Emê esse sozên xwe pêk bînin. Emê ji Şahbanûya Ezmanan re bixûrê pêxin û pêşkêşiyên rijandinê birijînin. Jixwe we wisa kiriye.’ “Nexwe kerem bikin! Sozên xwe pêk bînin! Pêşkêşiyên rijandinê birijînin!
Hemû gelê Cihûda yê li welatê Misrê rûdine, guh bide gotina Xudan! Xudan wiha dibêje: ‘Ez dibêjim, min bi navê xwe yê mezin sond xwar ku wê tu kes ji Cihûdayiyên li seranserê welatê Misrê rûdinin bi devê xwe êdî gazî navê min neke û nebêje: Bi navê Rebê Jîndar Xudan!
Va ye, ez ne ji bo qenciyê, lê ji bo xerabiyê çavdêriya wan dikim. Heta kes nemîne, wê her Cihûdayiyên li welatê Misrê bi şûr û xelayê tune bibe.
Kesên ji şûr bifilitin û ji welatê Misrê vegerin welatê Cihûda, wê gelek kêm bin. Hemû saxmayiyên gelê Cihûda ku bi mêvandarî hatine Misrê, wê bibînin ka gotina min dibe yan gotina wan.’”
Gotina Xudan ev e: “‘Wê ev ji bo we nîşan be ku hûn bizanibin ezê we li vê derê ceza bikim û wê gotina min a xerabiya li dijî we pêk bê.’”
Xudan wiha dibêje: “‘Çawa min Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê teslîmî destê dijminê wî Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê kir ku li pey kuştina wî bû, ezê Hofrayê Firewnê Misrê jî wisa teslîmê destê dijminên wî bikim ku li pey kuştina wî ne.’”
Yêremyayê Pêxember ev gotin ji Barûkê kurê Nêriya re digotin û Barûk jî, ji devê wî ev li ser tomarekê dinivîsandin. Di çarsaliya padîşahiya Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de Yêremya jê re got:
“Barûko! Xwedayê Îsraêl Xudan ji te re wiha dibêje:
‘Te got: Wey li min! Çimkî Xudan kûl û keder danî ser êşa min. Ez ji nalînê westiyam, ji min re rihetî tuneye.’
“Loma Xudan ji min re got: ‘Tê jê re wiha bêjî: Ezê ya ku min ava kiriye hilweşînim û ya min daçikandiye ango seranserê welêt ji kokê rakim.
Qey tu li pey tiştên mezin î? Nede pey van tiştan! Çimkî hindik maye ku ez xerabiyê bi ser hemû beşerê ve bînim.’” Ev e gotina Xudan. “‘Lê li her dera ku tu heriyê, ezê canê te ji te re bikim malê talên.’”
Ev gotina Xudan a li dijî miletan e ku ji Yêremyayê Pêxember re hat.
Gotin li dijî Misrê û artêşa Nexoyê Firewnê Misrê hat ku li bajarê Karkemîşa li keviya Çemê Feratê dima û Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê di sala çaran a Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê kurê Yoşiya de ew têk bir ev e:
“Mertalên biçûk û mezin amade bikin, rabin şer!
Hespan amade bikin, siwar bin! Kumzirxên xwe li xwe bikin, tevdîra şer bikin! Rimên xwe tûj bikin, zirxên xwe wergirin!
Ez çi bibînim? Ew bizdiyane û vekişiyane. Mêrxasên wan şikestin, lingo qurbano direvin! Li pey xwe nanêrin, Li her derê saw heye.” Ev e gotina Xudan.
“Lê kesê lingsivik nikare bireve, Mêrxas nikare bifilite. Li bakur, li ber Çemê Feratê, Ew terpilîn û ketin.
Ev kî ye ku wekî Nîlê radibe? Wekî çeman ava wê dibe lehî.
Ew Misir e ku wekî Nîlê radibe Û wekî çeman ava wê dibe lehî. Wî got: ‘Ezê rabim û erdê binixêmim, Ezê bajar û şêniyên wan tune bikim.’
Hespno, rabin herin! Erebeyên şer, mîna haran êrîş bikin! Bila mêrxas herin! Kûş î û Pûtî yên bimertal Û tîravêjên Lûdî herin!
“Çimkî ew roj, roja Reb Xudanê Karîndar e. Ev, roja tolhildanê ye ku ew ji neyarên xwe tolê bistîne. Wê şûr bixwe û têr bibe, Wê têra xwe ji xwîna wan vexwe. Çimkî li herêma bakur, li kêleka Çemê Feratê, Qurbana Reb Xudanê Karîndar heye.
“Ya Misra keça xama! Here Gîladê, melhemê hilde. Tu dermanan beredayî bi kar tînî, Ji bo te şifa tuneye.
Miletan şerma te bihîst, Dinya bi hewara te tije bû. Çimkî mêrxas li mêrxasan terpilîn, Herdu bi hev re ketin.”
Gotina Xudan li ser hatin û êrîşkirina Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê ya li dijî welatê Misrê ku wî ji Yêremyayê Pêxember re got, ev e:
“Ji Misrê re bêjin! Li Mîgdolê bidin bihîstin! Li Memfîsê û li Tahpanhêsê jî bidin bihîstin. Bêjin: ‘Tevdîra şer bikin, Çimkî wê şûr kesên derdora te daqurtîne.’
Ji bo çi Apîsê îlahê te reviya? Çima boxeyê te li ser piyan nema? Çimkî Xudan ew li erdê xist.
Piraniya wan li hev terpilîn û ketin. Wan got: ‘Rabin em ji rûyê şûrê zordar, Vegerin gelê xwe û welatê ku em lê çêbûne.’
Wê li wir ji Firewnê Padîşahê Misrê re bêjin: ‘Zirtoyê ku fersend ji dest da.’”
Gotina Padîşahê ku navê wî Xudanê Karîndar e, ev e: “Ez bi serê xwe kim, Çiyayê Tavorê di nav çiyayan de çawa be, Çiyayê Karmelê li kêleka deryayê çawa be, Êrîşkarekî ewqasî mezin tê.
Ya şêniyê Misra keç! Rabe ji bo sirgûnê tevdîra xwe bike. Çimkî wê Memfîs wêran be Û bibe xirbeyeke bêkes.
“Misir wekî çêlekeke ciwan a xweşik e, Lê ji bakur ve kermozek bi ser de tê.
Leşkerên bipere yên di nav wan de jî Wê wekî golikên dermalekirî Bizivirin û bi hev re birevin. Wê li cihê xwe nesekinin. Çimkî roja felaketa wan, Roja wan a cezakirinê tê.
“Wê Misir wekî marekî bike xuşîn û bireve, Çimkî wê artêşa dijminên wê pêşve biçe. Wekî darbiran wê bi biviran êrîşî wê dike.
Tevî ku daristana wê gur e jî, wê bibirin.” Ev e gotina Xudan. “Çimkî ew ji kuliyan zêdetir in, nayên hejmartin.
Wê Misra keç şermezar be Û bikeve destê miletekî bakur.”
Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar dibêje: “Va ye ezê Amonê îlahê Tebesê, Firewn, Misir, hemû îlahên wê û padîşahên wê, erê ezê Firewn û kesên pê ewle ne ceza bikim.
Ezê wan bidim destê Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê û xulamên wî ku li pey kuştina wan in. Lê paşê, wekî berê wê mirov li Misrê rûnin.” Ev e gotina Xudan.
“Lê Aqûbê xulamê min, netirse! Îsraêlo, neşikê! Çimkî va ye, ezê te ji dûrî Û ziriyeta te ji welatê sirgûnbûna wan rizgar bikim. Wê Aqûb vegere, aramî û bêxemiyê bibîne. Wê kesê wî bilerizîne tunebe.”
Gotina Xudan ev e: “Ya Aqûbê xulamê min, netirse! Çimkî ez bi te re me. Tevî ku ez hemû miletên ku min tu li nav wan belav kirî, Bi tevahî biqedînim jî, Ezê te bi tevahî neqedînim. Ezê te bi pîvan terbiye bikim Û bêceza nehêlim.”
Gotina Xudan a li dijî Filîstiyan ku beriya Firewn êrîşî Xezayê kir, ji Yêremyayê Pêxember re hat ev e:
Xudan wiha dibêje: “Va ye av ji bakur bilind dibe, Wê bibe lehiya ku dide ber xwe û dibe! Wê bi ser welêt û her tiştê tê de, Bi ser bajêr û şêniyên wî de were. Wê mirov bikin hewar, Wê hemû şêniyên welêt bizarin.
Wê ji dengê beza simên hespên hêzdar, Ji teqereqa erebeyan û xirecira tekelan, Bav ji bo rizgarkirina zarokên xwe jî nezivirin. Destê wan sist bû,
Çimkî ew roj tê. Roja xerabûna hemû Filîstiyan Û helaka hemû alîgirên Sûr û Saydayê yên saxmayî, tê. Çimkî Xudan Filîstiyan xera dike Ku bermayiyên Girava Kaftorê ne.
Wê Xeza rût û Aşqelon bêdeng be. Ya saxmayiyên deştê! Hûnê heta kengê bedena xwe birîndar bikin?
Ax şûrê Xudan! Tê heta kengê bidomînî? Bikeve kalanê xwe, bisekine û bêdeng be.
Lê gava Xudan emir da Û kifş kir ku êrîşî Aşqelonê û keviyên deryayê bike, Wê şûr çawa bisekine?”
Li dijî Moavê: Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Wey li Neboyê! Wê wêran bibe. Wê Qîryatayîm şermezar be û bikeve dest, Wê birc şermezar bin û bişikên.
Êdî wê pesnê Moavê nemîne, Li Heşbonê wê li dijî wê fen û fût bikin. Wê bibêjin: ‘Werin em bişikênin, Bila ji miletbûnê bikeve!’ Madmênîno! Hûnê hiş bin! Wê şûr li pey we keve.
Wê li Horonayîmê hewar bê bihîstin, Hilweşîn û şikestina mezin!
“Wê Moav hilweşe, zarokên wê dikin hewar.
Çimkî bi girî ji Hevrazê Lûhît dertên. Ew li berjêrê Horonayîmê, Hewara tengasî û şikandinê dibihîzin.
Birevin! Canê xwe rizgar bikin, Bibin wekî kerê çolê yê li beriyê!
“Ji ber ku te xwe spart kar û xezîneyên xwe, Tê jî bêyî standin. Wê îlahê te Kemoş jî, Bi kahin û serekên xwe re sirgûn bibe.
Çawa ku Xudan got, Wê xerabkar here her bajarî Û wê tu bajar rizgar nebe. Hem gelî hem deşt wê tune bibin.
Xwê li ser axa Moavê bireşînin ku bêber be. Wê bajarên wê wêran û bêkes bin.
Nalet li wî kesî ku karên Xudan bi sistî dike, Nalet li wî kesî ku şûrê xwe ji xwînrijandinê diparêze.
Moav ji xortaniya xwe ve bêxem bû. Wekî şerabê, li ser ritama xwe ma, Ji ceran valayî cerên din nekirin. Ji ber ku neçû sirgûnê, Çêj ma û bêhna wê neguherî.”
Gotina Xudan ev e: “Loma va ye! Roj tên ku ezê şerabçêkeran bişînim ku ceran vala bikin û li cerên din bixin. Wê cerên wan birijînin û perçe bikin.
Çawa ku Mala Îsraêl li Bêt-Êlê şerm kir ku pê ewle bûye, wê Moav ji Kemoşê îlah wisa şerm bike.
“Tu çawa dibêjî, ‘Em mêrxas in û şervanên amade ne’?
Xerabkarê Moavê û bajarên wê hat Û xortên wê yên bijare ji bo ku bên serjêkirin daketin.” Ev e gotina Padîşahê ku navê wî Xudanê Karîndar e.
“Felaketa Moavê nêzîk e, Belaya wan bi lez tê.
Ya kesê derdora Moavê, Ya her kesê navê wan dizane binale! Bêje: ‘Gopalê hêzê û darê berziyê çawa şikest!’
“Ya şêniyên Dîvona keç! Ji bilindbûnê dakevin, li axa ziwa rûnin! Çimkî wê xerabkarê Moavê Li dijî we jî rabe û sûrên we hilweşîne.
Ya şêniyên Eroêrê! Li keviya rê bisekinin û binêrin! Ji zilamê direve û jina difilite bipirse: ‘Çi bû?’
Moav şikest loma şermezar bû, Bikin hewar û zarîn! Wêranbûna Moavê li Geliyê Arnonê bidin bihîstin!
“Dadbarî bi ser welatê deştê de tê. Erê, wê bi ser Holon, Yahas, Mefaet,
Dîvon, Nebo, Bêtdîvlatayîm,
Qîryatayîm, Bêtgamûl, Bêtmeon,
Qeriyot, Bosra û hemû bajarên welatê Moavê yên dûr û nêzîk de werin.
Hêza Moavê hat birîn û zendê wê hat şikestin.” Ev e gotina Xudan.
“Ji ber ku li dijî Xudan xwe mezin kir, Moavê serxweş bikin. Bila di nav vereşîna xwe de Biperpite û ew jî bibe pêkenok!
Moavîno! Ma Îsraêl di çavê te de pêkenok bû?! Gelo ma di nav dizan de hatiye girtin, Gava behsa wî dikin, hûn serê xwe dihejînin?!
“Ya şêniyên Moavê! Dev ji bajaran berdin, li zinaran bijîn. Wekî wê kevokê bin ku hêlîna xwe li ser keviya geliyekî çêkiriye.
Moav gelekî pozbilind e! Me quretî, pozbilindî, kustahî, Pesindan û berzeqiya dilê wê bihîst.”
Gotina Xudan ev e: “Ez bi nepixandinên wî dizanim, Kar û pesindanên wî pûç û vala ne.
Loma ezê ji bo Moavê bikim zarîn, Erê, ji bo tevahiya Moavê bikim hewar Û ji bo gelê Qîr-Herasetê şînê bikim.
Ya mêwa Sîvmayê, Ezê ji bo te ji Yazêrê zêdetir bigirîm. Guliyên te ji golê borîn, gihîştin Yazêrê. Xerabkar bi ser rez û fêkiyên te yên havînê de hat.
Ji axa Moavê ya biber, şahî û dilgeşî hat rakirin, Min şerab ji mehseran birî. Tu kes bi şahî tirî naguvêşe, Qîrîn hene, lê ne qîrînên şahiyê.
“Hewara Heşbon û Êleleyê digihîje Yahasê, Ji Soarê heta Horonayîmê û Eglat-Şelîşiyayê deng tê. Çimkî ava Nimrîmê jî ziwa bû.
Ezê dawiya kesên li Moavê bînim Ku li ser bilindciyan pêşkêşiyan didin Û ji îlahên xwe re bixûrê pêdixin.” Ev e gotina Xudan.
“Loma dilê min bûye bilûr Û ji bo Moavê dinale. Ji bo gelê Qîr-Herasetê jî Dilê min wekî bilûrê dinale. Çimkî serweta wan tune bû.
“Porê her serî hatiye rûtkirin, Her rih hatiye kurkirin. Li ser her destî, birîn û li piştan tenê çûx heye.
Li ser her ban û meydana Moavê, her der şîn dike. Çimkî min Moav wekî taximekî şikand ku tu kes naxwaze.” Ev e gotina Xudan.
“Moav çawa şikestibû, çawa dike zarîn! Moav ji şermê pişta xwe zivirand. Moav ji bo hemû kesên derdora xwe Bû pêkenok û mijara sawê.”
Çimkî Xudan wiha dibêje: “Va ye dijmin wekî teyrekî difire, Baskên xwe bi ser Moavê ve vedike.
Qeriyot hat standin, asêgeh ketin dest. Wê rojê wê dilê mêrxasên Moavê, Wekî dilê jina ku ketiye ber zarokan be.
Ji ber ku li dijî Xudan xwe mezin kir, Wê Moav heta ji miletbûnê derkeve, tune bikin.
Ya şêniyên Moavê! Saw, çal û dafik li ber we ne!” Ev e gotina Xudan.
“Kesê ji sawê direve, wê bikeve çalê, Kesê ji çalê derkeve jî wê bikeve dafikê. Çimkî ezê sala cezakirinê bînim ser Moavê.” Ev e gotina Xudan.
“Firar di siya Heşbonê de bêhêz sekinîn, Çimkî ji Heşbonê agir û ji Sîhonê pêt derket Ku eniya Moavê û serê gelê qareqar dikin, xwarin.
Ya Moavîno! Wey li we! Gelê Kemoş tune bû. Çimkî kurên te sirgûn, keçên te jî êsîr bûn.
“Lê di rojên pêş de, Ezê Moavê vegerînim firehiya berê.” Ev e gotina Xudan. Dadbarkirina Moavê li vir xilas dibe.
Li dijî Emmoniyan: Xudan wiha dibêje: “Ma kurên Îsraêl tunene? Mîrasxurê wî tuneye? Nexwe çima Molek Gadî qewitandin Û gelê wî li bajarên wan rûdinin?”
Gotina Xudan ev e: “Va ye roj tên ku ezê qîrîna şer Li dijî Rabbaya Emmoniyan bidim bihîstin. Wê Rabba bibe xirbeyekî demên berê û gundên wê bên şewitandin. Paşê wê gelê Îsraêl, kesên ew qewitandiye biqewitîne.” Ev e gotina Xudan.
“Ya Heşbon, bizare! Bajarê Ayê wêran bû. Ya keçên Rabbayê, bikin hewar! Çûx li xwe bikin û şînê bikin, Li nav sûrên xwe virde wêde diçin û tên. Çimkî wê Molek bi kahin û karmendên xwe re here sirgûnê.
Ya keça çivanok! Tu çima bi deştên xwe pesnê xwe didî? Dexlê deştên te kêm dibe. Te xwe spartiye xezîneyên xwe û dibêjî: ‘Wê kî bi ser min de were?’”
Gotina Reb Xudanê Karîndar ev e: “Va ye, ezê ji hemû gelên derdora we, Bi ser we de sawê bînim. Wê her kesê ji we bi aliyekî ve belav bibe Û wê tu kes firaran nede hev.
“Lê piştre ezê Emmoniyan vegerînim firehiya berê.” Ev e gotina Xudan.
Li dijî Edomê: Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Gelo êdî li Têmanê şehrezayî tuneye?! Ma şîreta fêmdaran qediya? Şehrezayiya wan qels bû?
Ya şêniyên Dedanê! De bizivirin, birevin! Di derên kûr de xwe veşêrin! Çimkî gava ez ceza bikim, Ezê felaketa Esaw bînim serê wan.
Heke kesên tirî diçinin biketana rezê te, Wê çend weşî ji te re bihiştana. Heke diz bi şev bihatana, Wê tenê bi têra xwe talan bikirina.
Lê ezê Esaw şilfîtazî bikim, Cihên wî yên xewle vekim. Wê nikaribe xwe veşêre. Ziriyeta wî, bira û cîranên wî wê helak bin, Wê bi xwe jî tunebe.
Tu sêwiyên xwe ji min re bihêle, Ezê jiyana wan berdewam bikim. Bila jinebiyên te bi min ewle bin.”
Çimkî Xudan wiha dibêje: “Kesên heq nekirine jî kasa cezayê vedixwin, Gelo kesekî wekî te wê bêceza bimîne?! Na! Tê bêceza nemînî û esse vexwî!”
Gotina Xudan ev e: “Ez bi navê xwe sond dixwim: ‘Wê Bosra bibe mijara sawê û riswabûnê. Wê bibe nalet û wêrane, Wê hemû bajarên wê her û her wêran bimînin.’”
Min ji Xudan xeberek bihîst, Ji miletan re qasidek hate şandin. Dibêje: “Bicivin, bi ser Edomê de herin! Rabin, em şerê wan bikin!
“Va ye ezê te di nav miletan de biçûk bikim, Wê mirov te kêm bibînin.
Tirsa ku tu tînî Û quretiya dilê te, tu xapandî. Ya kesê ku di şikeftên zinaran de rûdinî! Ya kesê ku bilindciyan dagir dikî! Cihê xwe wekî teyran li bilindciyan jî ava bikî, Ezê te ji wê derê bînim xwarê.” Ev e gotina Xudan.
“Wê Edom bibe mijara sawê. Her kesê derbas bibe, Wê şaş û metel bimîne Û ji ber hemû belayên hatine serî, bifîkîne.
Çawa Sodom û Gomora Û cîranên wan serobino bûn, Wê mirov li wir rûnene, Wê tu kurê mirovan li wê derê nemîne.” Ev e gotina Xudan.
“Va ye, wekî şêrê ku ji nav deviyên Çemê Şerîayê dertê mêrga avî, Ezê jinişkave Edomê ji cihê wê biqewitînim. Kesê ez hilbijêrim, ezê li ser wan bikim serwer. Gelo, yê wekî min heye? Ma kî dikare dozê li min veke? Şivanê li ber min bisekine kî ye?
Loma pîlana Xudan a li dijî Edomê, Armanca wî ya li ser şêniyên Têmanê bibihîzin! Wê karik û berxik bên kaşkirin, Ji rûyê wan, wê mêrgên wan wêran bike.
Ji qareqara ketina wan, wê erd biheje, Wê dengê hewara wan bigihîje heta Derya Sor.
Wê wekî teyran bifire, bilind bibe Û li dijî Bosrayê baskên xwe vede. Wê rojê wê dilê mêrxasên Edomê Bibe wekî dilê jina ber zarokan.”
Li dijî Şamê: “Ji ber ku xeberên xerab bihîstin Hama û Arpad şermezar bûn, Ji tirsê heliyan. Wekî deryayê, xembar in Û nikarin rihet bin.
“Şam sist bû, ew dizivire, direve. Lerzê pê girt. Wekî jina ber zarokan, Êş û tengasiyê ew girt.
Bajarê navdar, bajarê ku min şahî lê dîtiye, Çima bernedan?
Loma wê xortên wê li meydanên wê bikevin, Wê rojê wê hemû şervan bêdeng bin” Ev e gotina Xudanê Karîndar.
“Ezê êgir bi sûrên Şamê bixim Ku qesrên Ben-Hadad bixwe.”
Li dijî Qêdar û padîşahiyên Hasorê ku Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê êrîşî wan kir: Xudan wiha dibêje: “Rabin, êrîşî Qêdarê bikin, Rojhilatiyan xera bikin!
Pez û konan, perde û taximên wan bistînin, Deveyên wan ji xwe re bibin. Wê hewara wan bilind bibe Û bibêje: ‘Li her derê saw heye!’
Ya şêniyên Hasorê! Birevin, li derên dûr belav bibin, Li şikeftên kûr bisitirin.” Ev e gotina Xudan. “Çimkî Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê, Li dijî we pîlanek çêkir, Armanca wî li dijî we heye.
Rabin, êrîşî miletekî bikin Ku di bêxemî û ewlehiyê de rûdine.” Ev e gotina Xudan. “Dergeh û zirzeyên wan tunene, Bi tena serê xwe rûdinin.
Wê deveyên wan bên talankirin, Wê dewarên wan ên gelek bibin malê talên. Ezê kesên porê li kêlekên serê xwe diqûsînin, Li her derê belav bikim. Ezê ji her alî ve belayan bînim serê wan.” Ev e gotina Xudan.
“Wê Hasor bibe warê çeqelan û wêraneya herheyî. Wê mirov li wir rûnene, Wê tu kurê mirovan li wê derê nemîne.”
Gotina li dijî Elama ku di destpêka padîşahiya Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê de ji Yêremyayê Pêxember re hat, ev e:
Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Va ye ezê kevanê Elamê, Bingeha hêza wan bişikênim.
Ezê ji çar aliyên ezmanan, Çar bayan bi ser Elamê de bînim. Ezê wan ber bi van hemû bayan ve belav bikim. Wê tu milet tunebe ku Sirgûniyên Elamê neçin ba wan.
Ezê Elamê li ber dijminên wan, Li ber kesên li pey kuştina wan, bişikênim. Ezê hêrsa xwe ya rabûyî Û xerabiyê bi ser wan de bînim.” Ev e gotina Xudan. “Heta ez wan biqedînim, Ezê şûr li pey wan bişînim.
Ezê li Elamê textê xwe deynim Û padîşah û serekan tune bikim.” Ev e gotina Xudan.
“Lê di rojên pêş de, Ezê Elamê vegerînim firehiya berê.” Ev e gotina Xudan.
Gotina ku Xudan li dijî Babîla welatê Kildaniyan bi riya Yêremyayê Pêxember got, ev e:
“Di nav miletan de bêjin, bidin bihîstin! Alê daçikînin, bidin bihîstin! Veneşêrin û bêjin: ‘Babîl hat standin! Bêlê îlah şermezar bû, Mardûk hat şikestin. Îlahên wê şermezar bûn, pûtên wê şikestin.’
Çimkî wê miletekî bakur bi ser wê de were Û welatê wê wêran bike. Wê tu kes tê de rûnene, Wê mirov û heywan jê birevin.”
Gotina Xudan ev e: “Di wan rojan de, di wê demê de, Wê gelê Îsraêl û gelê Cihûda bi hev re werin. Wê bi girî werin û li Xwedayê xwe Xudan bigerin.
Wê li riya Siyonê bipirsin û berê xwe bidinê. Wê werin û bi peymana herheyî ya nayê jibîrkirin, Bi Xudan ve bên girêdan.
“Gelê min miyên windabûyî ye. Şivanên wan ew ji rê derxistin Û li serê çiyê ew berdan. Ew li gelek gir û çiyayan digerin, Mêrgên xwe ji bîr kirin.
Her kesê ew dîtin, ew xwar. Neyarên wan got: ‘Em ne sûcdar in, Sedem sûcê wan e! Ew li dijî Xudanê ku mêrga rastiyê ye, Li dijî Xudanê hêviya bav û kalên wan, sûcdar bûn.’
“Ji Babîlê birevin! Ji welatê Kildaniyan derkevin! Wekî nêriyê li pêşiya pêz, herin!
Çimkî va ye, ezê ji herêma bakur, Komeke miletên mezin rakim û li dijî Babîlê derînim. Wê ji wir werin, Li dijî wê tevdîra şer bikin Û desteser bikin. Tîrên wan, wekî tîrên mêrxasan in, Wê yek jî vala nezivire.
Wê welatê Kildaniyan bê şelandin, Wê hemû talankar têr bibin.” Ev e gotina Xudan.
“Ya talankarên mîrasa min! Tevî ku hûn şa û dilgeş dibin, Tevî ku hûn wekî çêlekeke li mêrgê dipengizin Û wekî hespan dihîrin,
Wê diya we gelekî şerm bike. Erê, wê jina ku hûn jê çêbûn, rûreş bibe. Va ye, wê bibe miletê herî biçûk, Bibe çol, berî û dereke ziwa.
Ji ber hêrsa Xudan, Wê tu kes tê de rûnene, Wê bi tevahî vikîvala be. Hemû kesên derbasî Babîlê bibin, Wê şaş û metel bimînin, Ji ber hemû birînên wê bifîkînin.
Tîravêjno! Li derdora Babîlê tevdîra şer bikin! Tîran bavêjinê, tîrekî jî texsîr nekin, Çimkî wê li dijî Xudan guneh kir.
Ji her alî ve li dijî wê biqîrin! Teslîm bû! Bircên wê ketin, Sûrên wê hilweşiyan! Çimkî ev tola Xudan e. Heyfê jê bistînin, Çi kiribe, bînin serê wê.
Di dema dirûtinê de, Kesê tov direşîne tevî dasvan ji Babîlê bavêjin. Wê ji ber şûrê zordar, Her kes li gelê xwe bizivire û bireve welatê xwe.
“Gelê Îsraêl pezê belavbûyî ye ku şêran ew revand. Pêşî Padîşahê Aşûrê ew xwarin, Paşê Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê jî hestiyên wan kotin.”
Loma Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Çawa ku min Padîşahê Aşûrê ceza kiribe, Ezê Padîşahê Babîlê û welatê wî jî wisa ceza bikim.
Ezê gelê Îsraêl careke din bînim mêrga wî Û wê li Başan û Karmelê biçêre. Wê li herêmên çiyayî yên Efrayîm û li Gîladê xwe têr bike.”
Gotina Xudan ev e: “Di wan rojan û di wê demê de Wê li sûcê gelê Îsraêl bigerin, lê wê tunebe. Wê li gunehên gelê Cihûda bigerin, lê wê nebînin. Çimkî ezê wan kesan bibexişînim ku min sax hiştine.
“Rabe here welatê Meratayîmê! Bi ser wê de here, êrîşê şêniyên Peqodê bike. Wan bi tevahî tune bike.” Ev e gotina Xudan. “Çawa ku min li te emir kiriye, wisa bike.
Dengê şer û şikestina mezin li welêt tê bihîstin.
Çawa çakûçê tevahiya dinyayê hat şikestin û jêkirin! Çawa Babîl di nav miletan de wêran bû!
Babîlê! Min ji bo te dafik danî, Te ne zanî û ketiyê. Tu hatî dîtin û girtin, Çimkî tu li dijî Xudan derketî.
Xudan xezîneya xwe vekir Û çekên hêrsa xwe deranîn. Çimkî li welatê Kildaniyan, Karê Xudanê Karîndar Reb heye.
Ji her alî ve bi ser wê de werin. Embarên wê vekin. Wekî dexlê, wê kom bi kom bikin. Bi tevahî tune bikin, bila tiştek jê nemîne.
Hemû conegayên wê bikujin, bila herin serjêbûnê! Wey li wan! Çimkî roja wan, Dema cezakirina wan hat!
Dengê kesên ji welatê Babîlê reviyane û filitîne tê! Wê heyfa Xwedayê me Xudan û Perestgeha wî, Li Siyonê bidin bihîstin.
“Gazî tîravêjan û hemû kesên kevanan ditikînin bikin, Li dijî Babîlê bicivînin. Li derdora wê artêşgehan deynin, Bila tu kes nefilite. Bergîdana karê wê bidin, Çi kiribe, bînin serê wê. Çimkî wê li dijî Xudan, Li dijî Pîrozê Îsraêl quretî kir.
Loma wê hemû şervanên wan li meydanan bikevin, Wê rojê wê hemû şervanên wan bêdeng bin.” Ev e gotina Xudan.
Gotina Reb Xudanê Karîndar ev e: “Qureyo! Ez li dijî te me! Çimkî roja te, dema cezakirina te hat.
Kesê qure wê biterpile û bikeve Û wê tu kes wî raneke. Ezê bajarên wî bidim ber êgir, Wê agir her tiştê derdora wî bixwe.”
Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Hem gelê Îsraêl hem gelê Cihûda jî eziyet kişand. Kesên ew dîl girtine hişk bi wan digirin, Naxwazin wan azad bikin.
Lê rizgarkarê wan hêzdar e, Navê wî Xudanê Karîndar e. Wê esse doza wan biparêze Ku ji dinyayê re rihetiyê Û ji şêniyên Babîlê re nerihetiyê bîne.”
Gotina Xudan ev e: “Şûrek li dijî Kildaniyan û şêniyên Babîlê, Li dijî serek û şehrezayên wê tê!
Erê, şûrek li dijî pêxemberên derewîn tê ku dîn bike. Li dijî mêrxasan jî şûrek tê ku wan perçe dike.
Li dijî hesp û erebeyên wê, Li dijî hemû xerîbên nav wê şûrek tê Ku wê bike wekî jinan. Li dijî xezîneyên wê şûrek tê Ku wan talan bike.
Li dijî ava wê hişkesalî tê ku ziwa bikin. Çimkî ew bû welatê pûtan Û bi îlahên xwe har bûn.
“Loma wê heywanên çolê, Li wir bi çeqelan re rûnin. Wê pepûk li wê derê bijîn. Wê tu kes heta hetayê li wir rûnene Û nifş bi nifş li wê derê nejî.
Çawa ku Xwedê Sodom û Gomorayê Û cîranên wan serobino kirin, Wê mirov li wir rûnene, Wê tu kurê mirovan li wê derê nemîne.” Ev e gotina Xudan.
“Va ye, ji aliyê bakur ve miletek tê. Ji binê dinyayê ve miletekî mezin Û pir padîşah dikevin nava liv û tevgerê.
Di destên wan de rim û kevan hene. Ew zalim û bêrehm in. Dengê wan wekî xuşîna deryayê ye, Ew li hespan siwar dibin. Mîna şervanên ku tevdîra şer kirine, Ew li dijî te ne, ya Babîla keç!
Padîşahê Babîlê xebera wan bihîst Û destê wî sist bû. Wekî jina ber zarokan, Êş û tengasiyê ew girt.
Va ye, wekî şêrê ji nav deviyên Çemê Şerîayê dertê mêrga avî, Ezê jinişkave Kildaniyan ji cihê wan biqewitînim. Kesê ez hilbijêrim, ezê li ser wan bikim serwer. Gelo yê wekî min heye? Ma kî dikare dozê li min veke? Şivanê li ber min bisekine kî ye?”
Loma guh bidin pîlana Xudan a li dijî Babîlê! Guhdariya armanca wî ya li ser welatê Kildaniyan bikin: “Wê karik û berxik bên kaşkirin, Ji rûyê wan, wê mêrgên wan wêran bike.
Bi dengê ‘Babîl hat standin’ wê dinya biheje, Wê hewara wê di nav miletan de bê bihîstin.”
Xudan wiha dibêje: “Va ye, ezê li dijî Babîlê û şêniyên Lêv-Qamayê, Bayekî rakim ku helak dike.
Ezê kesên bênderan didêrînin bişînim Babîlê Ku welatê wê bidêrînin û vala bikin. Di roja xerab de, wê ji her alî ve bi ser wê de bên.
Bila tîravêj kevanê xwe netikîne, Bila zirxê xwe jî li xwe neke. Li ber xortên wê nekevin! Artêşa wê bi tevahî tune bikin.
Wê li welatê Kildaniyan kuştî, Li kuçeyên Babîlê birîndar bikevin.
Lê tevî ku welatê wan Li dijî Pîrozê Îsraêl bi sûc tije ye, Îsraêl û Cihûda ji aliyê Xwedayê xwe ve, Ji aliyê Xudanê Karîndar ve nehatiye berdan.
Ji Babîlê birevin! Bila herkes canê xwe xilas bike. Ji ber sûcê wê nemirin. Çimkî ev e, dema heyfa Xudan! Ew bergîdana karê wê dide.
Babîl kasa zêrîn bû di destê Xudan de Ku tevahiya dinyayê serxweş dike. Miletan ji şeraba wê vexwar, Bi vî awayî har bûn.
Babîl jinişkave ket û şikest, Ji bo wê bikin zarîn! Ji bo êşa wê melhem bistînin, Belkî şifayê bibîne.
Wê bêjin: ‘Em rabûn şifayê bidin Babîlê, lê şifa nedît. Wê bihêlin, em hemû herin welatê xwe. Çimkî dadbariya wê gihîşt ezmanan, Bilind dibe heta ewran.
Xudan em rûspî derxistin. Em rabin, li Siyonê karên Xwedayê xwe Xudan bêjin!’
“Tîran tûj bikin! Tîrdankan tije bikin! Xudan ruhê padîşahên Medan hişyar kir, Armanca wî hilweşandina Babîlê ye. Çimkî ev heyfa Xudan e, Heyfa Perestgeha wî ye.
Li dijî sûrên Babîlê alê daçikînin. Nobedaran xurt bikin, çavdêran bi cih bikin. Kemînan deynin, Çimkî Xudan li dijî şêniyên Babîlê gotiye, Pîlanek kiriye û pêk jî aniye.
Bajarê li ber ava boş rûdine Û gelek xezîneyên wî hene! Dawiya te hat, tayê jiyana te hatiye qetandin.
Xudanê Karîndar bi serê xwe sond xwar, Ezê te wekî refê kuliyan bi leşkeran tije bikim. Wê li dijî te qîrîna serketinê bikin.
“Wî bi hêza xwe erd afirand, Bi şehrezayiya xwe dinya danî Û bi fêmdariya xwe ezman tikand.
Gava ew dengê xwe dike, li ezmanan av dixuşe Û ew ji binê dinyayê jî ewran bilind dike. Ji bo baranê brûskan çêdike, Ew ji embarên xwe bayê dertîne.
Her kes ehmeq û nezan e, Her zêrker ji ber pûtên xwe şerm dike, Çimkî pûtên wî yên rijandî derew ne, Hilma wan tuneye.
Ew pûç û vala ne, karên hîleyê ne. Di dema cezakirina wan de wê tune bibin.
Para Aqûb ne wekî wan e, Çimkî Yê ku şikil dide her tiştî ew e Û Îsraêl eşîra mîrasa wî ye. Navê wî Xudanê Karîndar e.
“Tu gurz û çekê min ê şer bûyî. Min bi te milet diperçiqandin, Bi te welat helak dikirin.
Bi te hesp û siwar diperçiqandin, Bi te erebeyên şer û siwarên wan diperçiqandin.
Bi te jin û mêr diperçiqandin, Bi te xort û kal dişikandin, Bi te kur û keç diperçiqandin.
Bi te şivan û keriyên wan dişikandin, Bi te cot û cotkar dişikandin, Bi te walî û qeymeqam dişikandin.
“Ezê li ber çavê we, Bergîdana hemû xerabiya Babîl û Kildaniyan bidim Ku wan li Siyonê kiriye.” Ev e gotina Xudan.
“Ya çiyayê ku xera dike! Ya yê ku tevahiya dinyayê xera dike! Ez li dijî te me!” Ev e gotina Xudan. “Ezê destê xwe li dijî te dirêj bikim Û te ji zinaran gêrî xwarê bikim. Ezê te bikim çiyayekî şewitandî
Û wê tu kevirekî ji bo rikin û bingehê ji te nestînin. Lê tê bibî wêraneyeke herheyî.” Ev e gotina Xudan.
“Li welêt alê biçikînin, Di nav miletan de li boriyê bixin. Miletan li dijî wê amade bikin, Li dijî wê gazî padîşahiyan bikin, Gazî Ararat, Minnî û Aşkenazê bikin. Li dijî wê fermandarek kifş bikin, Bi qasî refên kuliyên dijwar, hespan derînin.
Miletan –padîşahên Medan, Tevî walî û serekên wan Û hemû welatên di bin serweriya wan de ne– Li dijî wê amade bikin.
Welat dilerize û êş dikişîne, Çimkî wê armanca Xudan a li dijî Babîlê pêk bê Ku welatê Babîlê bike wêraneyek. Wê bêkes bimîne.
Mêrxasên Babîlê dev ji şerkirinê berda, Ew li asêgehên xwe dimînin. Hêza wan ziwa bûye, wekî jinan bûne. Xaniyên wê dişewitin, zirzeyên dergehên wê şikestin.
Qasidek dilezîne, rastî qasidê din tê, Şandî jî rastî şandiyê din tê Ku ji Padîşahê Babîlê re bibêje: ‘Seranserê bajêr desteser bûye!
Bihorên çeman hat girtin, Qamirgeh hatin şewitandin. Şervan ketin sawê!’”
Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Bêndera dema gêreyê çawa be, Wê Babîla keç jî wisa be. Hindik ma, wê dema te ya çinînê were!”
“Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê em têk birin, Wî em daqurtandin, kirin taximê vala Û wekî cinawirê deryayê em daqurtandin. Wî zikê xwe bi xweşiyên me tije kir, Lê paşê em vereşandin.
Bila zordariya ku li bedena min hat kirin, Di stûyê Babîlê de be,” Wê şêniyên Siyon wisa bêjin! Wê Orşelîm wiha bêje: “Bila xwîna min di stûyê Kildaniyan de be.”
Loma Xudan wiha dibêje: “Va ye ezê doza te biparêzim û heyfa te bistînim. Ezê deryaya wê biçikînim û kaniya wê ziwa bikim.
Wê Babîl bibe şikêra keviran, warê çeqelan Û mijara saw û fîkandinê. Wê tu kes lê rûnene.
Wê Babîlî wekî şêrên ciwan, Wekî ferxê şêran bi hev re bikin himîn.
Gava ew çavsor bibin, Ezê ziyafetekê çêkim û serxweş bikim Ku bi kêfxweşî şa bibin Û bikevin xewa herheyî û hişyar nebin.” Ev e gotina Xudan.
“Ezê wan wekî berxan, beran û nêriyan, Bibim ber serjêkirinê.
“Şêşax çawa desteser bû! Pesnê tevahiya dinyayê hatiye standin! Babîl di nav miletan de çawa bû mijara sawê!
Wê derya li ser Babîlê bilind bibe, Wê pirbûna pêlan wê binixême.
Wê bajarên wê bibin mijara sawê! Wê bibe axeke ziwa û berî Û welatê bêkes ê ku tu mirov tê re naçe.
Ezê Bêlê îlah li Babîlê ceza bikim Û ya ku daqurtandiye ji devê wî derînim. Êdî wê milet neherikin ba wî îlahî, Wê sûrên Babîlê bikevin.
“Ya gelê min, jê derkeve! Bila herkes canê xwe Ji hêrsa Xudan a dijwar rizgar bike!
Ji ber xebera hûnê li welêt bibihîzin, Wêrekiya dilê xwe winda nekin, netirsin! Salekê xeberek tê, sala din xeberek din jî tê. Wê li welêt zordarî çêbe Û wê serwer li dijî serwer rabe.
Loma va ye, ew roj tên Ku ezê pûtên Babîlê ceza bikim. Wê tevahiya welatê wê şerm bike, Wê hemû kuştiyên wê li nava wê bikevin.
Wê gavê wê erd, ezman û her tiştê tê de Li ser Babîlê ji kêfê biqîrin. Çimkî wê xerabkar ji bakur bi ser wê de werin.” Ev e gotina Xudan.
Çawa ku ji ber Babîlê kuştiyên tevahiya dinyayê ketine, Divê ji ber kuştiyên gelê Îsraêl, Babîl jî bikeve.
Ya filitiyên şûr, herin! Nesekinin! Li welatê dûr, Xudan bi bîr bînin, Orşelîmê ji dilê xwe dernexin.
Em şermezar bûn, me riswatî bihîstin, Rezîlbûnê rûyê me nixamt. Çimkî xerîb ketin cihên pîroz ên Mala Xudan.
“Loma ew roj esse tên Ku ezê pûtên wê ceza bikim.” Ev e gotina Xudan. “Wê birîndar li seranserê welatê wê binalin.
Babîl heta ezmanan jî bilind bibe, Bircên xwe yên li bilindciyan xurt jî bike, Ezê xerabkaran bi ser wê de bişînim.” Ev e gotina Xudan.
“Dengê hewaran ji Babîlê, Şikestina mezin a ji welatê Kildaniyan tê!
Çimkî Xudan Babîlê xera dike Û dengê wê yê mezin tune dike. Pêlên wan wekî ava rabûyî guregur e, Xirecira tevliheviya wan tê.
Wê xerabkarek bi ser wê de were, Erê, bi ser Babîlê de were. Wê mêrxasên wê bên desteserkirin Û kevanên wê bên şikandin. Çimkî Xudan, Xwedayê bergîdanê ye, Bi tevahî bergîdanê dide.
Ezê serek û şehrezayên wê, Walî, qeymeqam û mêrxasên wê serxweş bikim. Wê bikevin xewa giran û hişyar nebin.” Ev e gotina Padîşahê ku navê wî Xudanê Karîndar e.
Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Sûrên Babîlê yên fireh wê bi tevahî hilweşin, Wê dergehên wê yên bilind bişewitin. Wê keda miletan vala here, Hewldana neteweyan bi tenê kêrî êgir were.”
Gotina ku Yêremyayê Pêxember di çarsaliya padîşahiya Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê de, gava ew pê re çû Babîlê, li Serayayê kurê Nêriyayê kurê Mahsêya emir kir, ev e. Seraya serpeywirdar bû.
Yêremya hemû xerabiyên bên serê Babîlê û hemû gotinên li ser Babîlê di nivîsekê de nivîsandibûn.
Yêremya ji Seraya re got: “Gava tu hatî Babîlê, hay jê hebe û ji bîr neke tevahiya van gotinan bixwîne.
Bêje: ‘Ya Xudan, te bi xwe got tê vî cihî xera bikî ku ne mirov, ne jî heywan, tu şênî nebe û herdem wêran bimîne.’
Gava te xwendina vê nivîsê qedand, nivîsê bi kevirekî ve girê bide, bavêjê ava Feratê
û bêje: ‘Wê Babîl jî wisa noqav be û ji ber xerabiya ezê bînim serê wê, wê careke din ranebe.’” Gotinên Yêremya li vir diqedin.
Gava Sîdqiya bû padîşah bîst û yek salî bû. Wî li Orşelîmê yanzdeh salan padîşahî kir. Diya Sîdqiya Hamûtala keça Yêremyayê Lîvnayî bû.
Wekî hemû tiştên Yehoyaqîm kirin, wî tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin.
Hêrsa Xudan li dijî Orşelîm û Cihûdayê ewqas rabû ku wî ew ji çavê xwe avêtin. Sîdqiya li dijî Padîşahê Babîlê serî rakir.
Di roja dehê meha dehan a nehsaliya padîşahiya Sîdqiya de Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê bi tevahiya artêşa xwe re hat Orşelîmê û artêşgeh ava kir. Li derdora sûrên wê pal çêkirin.
Heta yanzdeh saliya padîşahiya Sîdqiyayê Padîşah, bajar dorpêçkirî ma.
Di roja nehê meha çaran de li bajêr xela wisa dijwar bû ku êdî nanê gelê welêt nema.
Di sûrên bajêr de qulek hat vekirin û tevahiya leşkeran reviyan. Tevî ku Kildaniyan seranserê bajêr dorpêç jî kiribû, ew bi şev, di dergehê di navbera herdu dîwarên li ber bexçeyê padîşah re ber bi Eravayê ve reviyan.
Lê artêşa Kildaniyan da pey Sîdqiyayê Padîşah û li deştên Erîhayê gihîşt wî. Tevahiya artêşa wî terka wî kir û belav bû.
Wan Sîdqiyayê Padîşah girt û bir Rîvlaya li herêma Hamayê, ba Padîşahê Babîlê. Wî jî dîwana wî kir.
Padîşahê Babîlê kurên Sîdqiya li ber çavê wî serjê kirin. Hemû serekên Cihûdayê jî li Rîvlayê serjê kirin.
Wî çavên Sîdqiya derxistin û ew bi zincîrên tûncîn ve girê da. Wî ew bir Babîlê û heta roja mir, di girtîgehê de hişt.
Di roja dehê meha pêncan a nozdehsaliya padîşahiya Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê de Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan ket Orşelîmê ku xulamiya Padîşahê Babîlê dikir.
Wî agir berda Mala Xudan, qesra padîşah û tevahiya malên Orşelîmê. Tevahiya malên mezin şewitandin.
Tevahiya artêşa Kildaniyan ku bi fermandarê parêzvanan re ne, hemû sûrên Orşelîmê jî hilweşandin.
Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan hinek belengazên gel, kesên di bajêr de sax mane û leşkerên firar ên derbasî aliyê Padîşahê Babîlê bûne sirgûn kirin. Wî tevahiya hosteyên mayî ajot.
Lê Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan hinek belengazên welêt hiştin ku bibin rezvan û cotkar.
Kildaniyan stûnên tûncîn, tevî hewza tûncîn û binikên li Mala Xudan perçe kirin û hemû tûncên wan birin Babîlê.
Sîtil, bêr, meqesên fitîlan, tasik, firaxê bixûrê û hemû taximên tûncîn ên ku wan li Perestgehê pê xizmet dikirin, birin.
Tas, tepsik, tasik, sîtil, şamdank, firaxên bixûrê û tasên pêşkêşiya rijandinê birin. Fermandarê parêzvanan hemû tiştên zêrîn û hemû tiştên zîvîn birin.
Tevahiya tûncê du stûnan, hewzek, duwanzdeh peykerên conegayên tûncîn ên binî û binikên ku Silêmanê Padîşah ji bo Mala Xudan çêkiribûn jî, nedihatin kişandin.
Bilindahiya stûnekê hijdeh gaz, derdora wê jî duwanzdeh gaz bû. Stûrbûna tûncê her yekî ji wan, çar tilî bû û hundirê wê vala bû.
Serikekî wê yê tûncîn hebû û bilindahiya serik jî pênc gaz bû. Li dora serik, toreke pêçayî û şiklên hinaran hebûn ku ji tûncê bûn. Xemla herdu stûnan yek bû û bi şiklên hinaran hatibûn nexişandin.
Li kêlekan, motîvên nod û şeş hinaran hebûn. Li ser rêza ku dora serik dipêça, li ser hev sed motîvên hinaran hebûn.
Fermandarê parêzvanan, Serayayê Serkahin, Sefanyayê kahinê diduyan û sê dergevan dîl girtin.
Ji bajêr fermandarê ku serweriya leşkeran dikir û heft zilamên li bajêr ên ji şêwirmendên padîşah, serleşkerê ku gelê welêt ji bo leşkeriyê dinivîsand û ji gelê welêt ê ku li nav bajêr bû, şêst kes birin.
Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan ew birin Rîvlayê, ba Padîşahê Babîlê.
Padîşahê Babîlê li welatê Hamayê, li Rîvlayê li wan xist û ew kuştin. Bi vî awayî gelê Cihûda, ji welatê xwe hat sirgûnkirin.
Hejmara kesên ku Nebûxadnessar sirgûn kirin, ev e: Di sala heftan de 3.023 Cihûdayî hatin sirgûnkirin,
Di hijdehsaliya padîşahiya Nebûxadnessar de wî ji Orşelîmê 832 kes
û di sala xwe ya bîst û sisêyan de, Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan jî 745 Cihûdayî sirgûn kirin. Hemû kesên hatine sirgûnkirin 4.600 kes bûn.
Di sî û heft saliya sirgûnbûna Yehoyaxînê Padîşahê Cihûdayê de, di roja bîst û pêncê meha duwanzdehan de, Ewîl-Merodakê Padîşahê Babîlê li ber Yehoyaxîn ket û ew ji girtîgehê berda. Wê salê ew bûbû padîşah.
Wî tiştên xweş jê re gotin û textê wî, ji textên padîşahên li Babîlê pê re ne, bilindtir danî.
Yehoyaxîn kincên xwe yên girtîgehê avêtin. Wî di hemû rojên jiyana xwe ya mayî de li hizûra Padîşahê Babîlê xwarin xwar.
Di hemû rojên jiyana wî de, heta sax bû, her roj xwarina wî ji hêla padîşah ve hat dayîn.
Ew bajarê ku bi mirovan tije bû, Çawa bi tena serê xwe rûdine! Di nav miletan de mezin bû, Niha wekî jinebiyekê ye! Di nav herêman de şahbanûyek bû, Niha di bin suxrevaniyê de ye.
Bi şev dinale û digirî, Dêmên wê tije hêsir in. Ji hemû yarên wê, Teselîkarek jî nema. Hemû hevalên wê pê re bêbextî kir, Ew bûn dijmin.
Cihûda bi tengasî û koletiya giran hat sirgûnkirin. Di nav miletan de rûdine, Rihetiyê nabîne. Hemû kesên pey wê, Di dema tengasiyê de gihîştinê.
Riyên Siyonê şînê dikin, Dema cejnê tu kes nayê. Hemû dergehên wê wêran bûn. Kahinên wê dinalin, Keçên wê şînê dikin, Kezeba wê dişewite.
Neyarên wê ji me mezintir bûn, Dijminên wê gihîştine rihetiyê. Ji ber zêdebûna gunehên wê, Xudan ew tengijand. Zarokên wê li bin destê dijminan çûne sirgûnê.
Tevahiya rewnaqiya Siyona keç ji ser wê çû. Serekên wê bûn wekî xezalên çêreyê nabînin, Ji ber kesên pey xwe, bêhêz reviyan.
Di rojên tengasî û bêmaliya wê de Orşelîm hemû tiştên xweş bi bîr tîne Ku di demên berê de yê wê bûn. Gava gelê wê ket destê neyarên xwe Û tu alîkarî tunebû, Neyar li rewşa wê nêrîn û bi ketina wê keniyan.
Orşelîmê gelek guneh kir, Loma ew kirêt bû. Hemû kesên qedrê wê digirt, niha wê kêm dibînin. Çimkî wan tazîbûna wê dît. Ew jî dinale û berê xwe dide alî.
Qirêjiya wê bi dawa wê ve ye, Li ser dawiya xwe nefikirî. Ketina wê şaş û metel hişt Û tu teselîkarê wê tunebû. Dibêje: “Ya Xudan! Tengasiya min bibîne, Çimkî dijminê min bi ser ket!”
Neyar dest avêt her tiştên wê yên hêja, Wê dît ku milet ketin Pîrozgeha wê jî! Erê, ew miletên ku te li wan emir kiribû Ku nekevin civaka te.
Hemû gelê wê li nên digere û dinale. Tiştên xwe yên hêja dan xwarinê Ku hêza wan vegerîne. Dibêje: “Ya Xudan! Binêre û bibîne Ka ez çiqas sefîl bûm.”
“Hemû rêwîno! Ma ev ji bo we ne tiştek e? Binêrin û bibînin Ka êş heye wekî êşa ket serê min, Ev êşa ku di roja hêrsa xwe ya dijwar de Xudan anî serê min.
Wî ji jor ve agir şand, ew ket nav hestiyên min. Wî tor danî ber lingên min û ez zivirandim. Wî ez wêran kirim, ez tevahiya rojê xayîs im.
Nîrê serhildanên min bi destê Reb hate girêdan. Wî ew xistin stûyê min û hêza min sist dibe. Wî ez dam destê kesên ez bi wan nikarim.
Reb hemû mêrxasên min ji nav min avêtin, Dema şikandina xortên min li dijî min kifş kir. Wekî tiriyê ser mehserê, Xudan Cihûdaya keça xama guvaşt.
Ez li ser van tiştan digirîm, Hêsir ji çavên min dibarin. Çimkî teselîkar ji min dûr e Ku can bide canê min. Kurên min wêran bûn, Çimkî dijmin bi ser ket.”
Siyon destên xwe vedike, Lê tu teselîkarê wê tuneye. Xudan li dijî Aqûb emir kir Ku kesên derdorê jê re bibin neyar. Orşelîm di nav wan de bû kirêtiyek.
“Xudan rast e, Çimkî ez li dijî fermana devê wî derketim. Lê hemû gelno! Bibihîzin û êşa min bibînin. Keç û xortên min çûn sirgûnê.
Min gazî hezkiriyên xwe kir, Lê wan ez xapandim. Gava li pey xwarinê digeriyan Ku hêza xwe vegerînin, Kahin û rîspiyên min li bajêr mirin.
Ya Xudan binêre! Ez di tengasiyê de me, kezeba min xwînî dibe. Dilê min peritî, Çimkî ez gelek serhildêr bûm. Li derve şûr bêzarok dihêle, Li malê tenê mirin heye.
Wan axîna min bihîst, Tu teselîkarê min tunebû. Hemû dijminên min belaya min bihîst, Ji ber ku te kir, şa dibin. Roja ku te kifş kiriye bîne, Bila ew jî bibin wekî min.
Bila hemû xerabiya wan were pêş te. Çi te ji ber hemû serhildanên min anî serê min, Bîne serê wan jî. Çimkî nalîna min zêde ye Û dilê min xayîs e.”
Reb ji hêrsa xwe çawa Siyona keç bi ewrê reş nixamt! Bedewiya gelê Îsraêl ji ezmanan avêt erdê, Di roja hêrsa xwe de pêgeha xwe bi bîr neanî.
Reb hemû warên Aqûb daqurtandin Û li ber wan neket. Wî kelehên keça Cihûdayê bi xezeba xwe hilweşandin. Wî hem padîşahiyê hem jî serekên wê Daxistin jêr û kirêt kirin.
Wî bi hêrsa xwe ya dijwar, Hêza gelê Îsraêl ji binî ve birî. Li pêş dijmin destê xwe yê rastê ji ser wan rakir. Wekî pêta êgir ku derdora xwe dadiqurtîne, Wî Aqûb şewitand.
Wî wekî dijmin kevanê xwe tikand, Wekî neyar destê xwe yê rastê rakir. Wî her tişta li ber çav hêja ye, kuşt. Xezeba xwe wekî êgir bi ser konê Siyona keç ve rijand.
Reb bû dijmin û Îsraêl daqurtand, Wî hemû qesrên wê daqurtandin, kelehên wê hilweşandin. Wî şîn û girîna keça Cihûdayê zêde kir.
Wî malika xwe wekî malika bexçeyê rakir, Wî meskenê xwe rakir. Xudan li Siyonê cejn û Sept dan jibîrkirin. Bi xezeba xwe ya dijwar, Padîşah û kahin red kirin.
Reb gorîgeha xwe red kir, Wî Pîrozgeha xwe terikand. Wî dîwarên qesrên Orşelîmê da destê dijmin, Dijmin jî wekî roja cejnê li Mala Xudan şa bû.
Xudan niyet kir ku sûrên Siyona keç wêran bike, Ji bo hilweşandinê wî werîs tikand û dev jê berneda. Wî kir ku sûrên hundir û derve şînê bikin, Herdu bi hev re çilmisîn.
Dergehên bajêr ketin erdê, Wî zirze şikandin û avêtin. Padîşah û serekên wê, li nav miletan in. Şerîet êdî tuneye, Ji Xudan, dîtinî nayên pêxemberên wan.
Rîspiyên Siyona keç bi bêdengî li erdê rûniştine. Wan xwelî li serê xwe kir û çûx girê da. Keçên xama yên Orşelîmê serê xwe tewand erdê.
Ji barandina hêsiran, çav li min neman, Dilê min xwîn digirî. Ji ber şikestina gelê min ê delal, Kezeba min bû xwîn û herikî. Li kuçeyên bajêr zarok û berşîr xayîs dibin.
Gava li kuçeyên bajêr wekî birîndaran xayîs dibin, Di hembêzên dayikên xwe de li ber mirinê ne. Ji dayikên xwe re dibêjin: “Ka nan û şerab li ku ye?”
Ez ji bo te çi bêjim? Ya Orşelîma keç, ez dirûvê te bi çi bixim? Siyona keça xama, ez te bişibînim çi ku teselî bikim? Şikestina te wekî deryaya bêserî ye, Ma kî dikare şifayê bide te?
Pêxemberên te dîtiniyên pûç û derewîn li ser te dîtin. Wan sûcên te dernexistin meydanê Ku tu vegerî firehiya berê. Erê wan peyamên pûç û xapînok li ser te dîtin.
Hemû kesên ku di rê de derbas dibin, Ji te re bi tinazan destên xwe li hev dixin. Ji Orşelîma keç re serê xwe dihejînin û difîkînin. Dibêjin: “Ma ji vî bajarî re hat gotin: ‘Ev bi her awayî bedew e! Şahiya hemû dinyayê!’”
Hemû dijminên te li dijî te devê xwe vedikin, Difîkînin û diranên xwe diqirçînin. Dibêjin: “Me ew daqurtand! Roja em li bendê bûn ev e! Me ew roj dît!”
Xudan pîlana xwe pêk anî, Gotina di rojên berê de emir kiribû, anî cih. Wî hilweşand û ew li ber neket. Wî dijminê te li ber te da şakirin. Û hêza neyarên te zêde kir.
Ji dil li Reb bike hewar, Ya dîwarê Siyona keç! Bila bi şev û roj hêsirên te wekî lehiyê bibarin. Bêhna xwe venede, bila bîbika çavê te rihetiyê nebîne.
Rabe! Di destpêka nobetên şevê de biqîre! Li ber Reb dilê xwe wekî avê birijîne! Destên xwe, ji bo canên zarokên xwe hilde, Ew li ser her kuçeyê ji birçîbûnê xayîs dibin.
Ya Xudan bibîne! Baş binêre, ka te ev anî serê kê! Ma bila jin berê xwe, zarokên hembêza xwe bixwin? Ma bila kahin û pêxember li Pîrozgeha Reb bên kuştin?
Kal û ciwan li kuçeyan, li ser erdê vedizelin, Keç û xortên min bi şûr ketin. Te di roja hêrsa xwe de ew kuştin, Te serjê kirin û li ber wan neketî.
Wekî ji bo roja cejnê, Te ji her alî ve gazî tirs û sawên min kir. Di roja hêrsa Xudan de tu kes nefilitî û sax nema. Zarokên ku min anîn dinyayê û mezin kirin, Dijminên min ew telef kirin.
Ew mirovê ku ji ber xezeba gopalê Xudan Êş û elem kişand, ez im.
Wî ez ajotim û ne di ronahiyê de, Lê di tariyê de meşandim.
Tevahiya rojê, dîsa dîsa Bi dijwarî li dijî min destê xwe radike.
Wî çerm û goştê min helandin, Wî hestiyên min şikandin.
Wî li dijî min dîwar çêkir Û der û dora min bi êş û tengasiyê pêça.
Wekî miriyên dema berê, Wî ez li taristanê dam rûniştandin.
Wî li dora min dîwar danî, Ez nikarim derkevim derve, Wî zincîrên min giran kirin.
Tevî ku diqîrim û dikim hewar, Ew derî li ber duaya min digire.
Wî bi kevirên necirandî riya min birî, Riyên min xwarovîçko kirin.
Ew ji bo min wekî hirçekî di kozikê de ye, Mîna şêrekî xwe veşartî ye.
Wî ez ji rê averê kirim, Wî ez perçe û wêran kirim.
Wî kevanê xwe tikand Û ji bo tîr ez kirim nîşan.
Wî tîrên tîrdanka xwe Di gurçikên min de avêtin.
Ez li ber gelê xwe bûm pêkenok, Tevahiya rojê bûm kilama devê wan.
Wî ez bi giyayê tehl têr kirim, Wî ava zirîçkê bi min da vexwarin.
Wî diranên min bi kevirokan şikandin, Wî ez nizim kirim nav xweliyê.
Wî canê min ji aştiyê dûr xist, Min qencî ji bîr kir.
Loma ez dibêjim: “Dermanê min nema, Hêviya min a ji Xudan tuneye.”
Tengasî û bêmaliya min Bi êş û giyayê zirîçkê tê bîra min!
Canê min hergav li ser difikire Û di hundirê min de dihele.
Lê ez vê yekê tînim bîra xwe Loma ez hêvîdar im.
Dilovaniya Xudan bêdawî ye, Rehma wî qet naqede.
Ew her sibe nû ye, Dilsoziya te mezin e.
Canê min dibêje: “Para min Xudan e, Loma ez pê hêvîdar im.”
Xudan ji bo hêvîdarên xwe Ji canên lê digerin re qenc e.
Mayîna bêdengî ya li benda rizgariya Xudan, qenc e.
Erê, ji bo mirov qenc e Ku di xortaniya xwe de nîr hilgirtin.
Bila ew bi tena serê xwe rûne û bêdeng be, Çimkî Xudan ev nîr danî ser.
Bila bêyî ku hêvî bibire, Bi nefsbiçûkî bi devê xwe axê maç bike.
Bila rûçikê xwe bide kesê lê dixe Û bi riswatiyê têr bibe.
Çimkî Reb mirovekî her û her red nake.
Tevî ku ew aciz jî dike, Li gorî zêdebûna dilovaniya xwe, Wê dîsa were rehmê.
Çimkî ew bi dilxwazî Ew mirovekî aciz û eziyet nake.
Gava hemû girtiyên welêt Di bin lingan de diperçiqînin,
Çaxê li hizûra Xwedayê Herî Berz Mafên mirovahiyê dixwin,
Dema dozan şaş dikin, Ma Reb tiştekî nabîne?
Heta Reb emir neke, Kî tiştekî dibêje û pêk tîne?
Ma gotina devê Xwedayê Herî Berz Hem qencî hem xerabî nayîne?
Gelo mirovê zindî Dikare ji cezayê gunehê xwe gazinan bike?
Em li riyên xwe bikolin û biceribînin, Em li Xudan vegerin.
Ji Xwedayê li ezmanan re Em dil û destên xwe vekin.
Me guneh û serhildan kir Û te em êdî nebexişandin.
Te hêrs li xwe kir, Tu ketî pey me, Te bêrehm kuştin.
Te xwe bi ewran nixamt Ku duayek tê re derbas nebe.
Te em di nav miletan de kirin pîs û zibil.
Hemû dijmin li dijî me devê xwe vekir.
Saw û çal, wêranbûn û şikestin hatin ser me.
Ji ber şikestina gelê min ê delal, Hêsir ji çavê min dibarin.
Bêyî bêhnvedan, bêyî rawestan, Hêsir ji çavê min tên,
Heta ku Xudan li jêr binêre, Heta ku ji ezmanan bibîne.
Ji ber rewşa hemû keçên bajarê min, Jana çavê min avêt canê min.
Kesên bêsedem bûne dijminên min, Wekî teyrekî ez nêçîr kirim.
Wan ez sax avêtim bîrê Û kevir avêtin ser min.
Av bi ser min de ket, Min got: “Ez helak bûm!”
Ji binê bîrê min gazî navê te kir: “Ya Xudan!”
Te dengê min bihîst: “Axîn û hewara min piştguh neke!”
Roja min gazî te kir, tu nêzîk bûyî, Te got: “Netirse!”
Ya Reb! Te parastina doza min kir, Te canê min rizgar kir.
Ya Xudan! Te neheqiya ku wan li min kir dît, Mafê min biparêze.
Te hemû tola wan a li dijî min, Hemû fen û fûtên wan ên li dijî min dîtin.
Ya Xudan! Te riswatiya wan, Hemû fen û fûtên wan ên li dijî min bihîstin.
Pistepista ser lêvên dijberên min, Tevahiya rojê li dijî min derdikeve.
Binêre! Gava rabûn û rûniştin, Ez kilama devê wan im.
Ya Xudan! Li gorî karê destê wan bergîdana wan bide.
Dilhişkiyê bide wan, naleta te li wan be.
Bi hêrs bide pey wan Û ji binê ezmanan tune bike, ya Xudan!
Zêr çawa reş bû! Zêrê xas çawa guherî! Kevirên pîroz li serê her kuçeyê belav bûne.
Zarokên Siyonê yên hêja Yên ku wekî zêrê xas tên wezinandin, Mîna dîzikê û karekî destê cerçêker hatin hesibandin.
Çeqel jî pêsîrên xwe didin û têjikên xwe dimijînin, Lê gelê min wekî şetirmerxên çolê bêrehm bû.
Ji tîbûnê zimanê zarokên berşîr bi jora devê wan dibe, Zarok nên dixwazin lê kesê bide wan tuneye.
Mirovên xwarina zêde xweş dixwarin, Li kuçeyan wêran bûn. Kesên bi cilên binevşî mezin bûn, Lodên ziblê hembêz kirin.
Neheqiya gelê min ê delal Ji gunehê Sodomê mezintir bû Ku tevî dest pê nebû jî Di gavekê de serobino bû.
Mîrên wê ji berfê paqijtir, ji şîr spîtir in. Bi bedena xwe ji cewheran sortir, Bi şiklê xwe wekî lapîsê ne.
Niha rûyê wan ji teniyê reştir e, Li kuçeyan nayên naskirin. Çermê wan bi hestiyê wan ve zeliqî, Wekî êzingan hişk bû.
Kesên bi şûr hatin qulkirin, Ji kesên bi xelayê hatin kuştin bextewartir in. Çimkî ew ji tunebûna berê zeviyê, Qels dibin û dihelin.
Jinên dilovan bi destê xwe zarokên xwe kelandin. Di dema şikestina gelê min ê delal de, Ew ji xwe re kirin xwarin.
Xudan xezeba xwe bi tevahî barand, Kela hêrsa wî rijiya. Wî agirê hîmê Siyonê daqurtandin, Li nav wê bixwe pêxist.
Tu padîşahê rûyê erdê, Tu şêniyê dinyayê bawer nekir Ku dijmin û neyar di dergehên Orşelîmê re bikevin hundir.
Ev yek ji ber gunehên pêxemberên wê Û neheqiyên kahinên wê çêbû Ku di nav wê de xwîna rastan rijand.
Ew di kuçeyan de wekî koran digerin. Ew bi xwînê ewqas mirdar in Ku tu kes xwe bi cilên wan nake.
Ji wan re qîriyan û gotin: “Qirêjno vekişin! Vekişin, vekişin! Xwe bi tiştekî nekin!” Gava reviyan û bi serserîtî geriyan, Di nav miletan de dihat gotin: “Bila êdî li vir nemînin.”
Xudan bi xwe ew belav kirin, Wê êdî li wan nenêre. Wan kahin nehesibandin Û li ber kalan neketin.
Ji ber bendemayîna badilhewa, roniya çavê me tefiya, Em beredayî li hêviya miletekî me rizgar neke man.
Ew didin pey şopên me Ku em nikaribin li kuçeyên xwe bigerin. Dawiya me nêzîk bû, rojên me tije bûn, Çimkî dawiya me hat.
Kesên li pey me ne, Ji teyrên ezmanan leztir in. Li serê çiyayan li pey me ketin, Li beriyê kemîn li pêş me danîn.
Hilma me ya jiyanê, kifşkiriyê Xudan, Di çalên wan de hat girtin Ku me li ser wî digot: “Di nav miletan de emê di bin siya wî de bijîn.”
Ya Edoma keç ya li welatê Ûsê dijî, Şa û dilgeş be! Lê wê kas bigihîje te jî, Tê jî serxweş bibî û xwe tazî bikî.
Ya Siyona keç! Cezayê te qediya, Wê Xudan te zêdetir di sirgûnê de nehêle. Lê keça Edomê! Ji ber neheqiya te, wê te ceza bike Û gunehên te derxe meydanê.
Ya Xudan, ya ku hatiye serê me bi bîr bîne, Binêre û riswatiya me bibîne.
Mîrasa me bû para xerîban, Xaniyên me ji biyaniyan re man.
Em sêwî û bêbav bûn, Dayikên me bûn wekî jinebiyan.
Me pere da ku em avê vexwin, Êzingên me bi pere tên kirîn.
Kesên li pey me ne pir nêzîk bûn, Em westiyan, ji bo me rihetî tuneye.
Ji bo ku em ji nên têr bibin, Me destê xwe da Misrê û Aşûrê.
Bav û kalên me guneh kir, Lê ew êdî tunene. Me barê neheqiyên wan hilgirt.
Kole li ser me serweriya xwe dajon, Kesê me ji destê wan rizgar bike tuneye.
Ji ber şûr li çolê, Em nanê xwe bi bihayê canê xwe bi dest dixin.
Ji ber germ û şewata xelayê, Çermê me wekî tenûrê qemirî.
Li Siyonê jin, Li bajarê Cihûdayê keçên xama xera kirin.
Serek bi destê wan hatin darvekirin, Qedrê kalan nema.
Xortan beraş gerandin, Zarok di bin êzingan de terpilîn.
Êdî kal li ber dergehê bajêr rûnanin, Saz ji xortan hatin standin.
Şabûna dilê me qediya, Govendên me vegeriyan şînê.
Taca serê me ket, Wey li me! Çimkî me guneh kir.
Bi vî awayî dil bi me ve nemaye Û çavê me tarî bûye.
Ji ber wêranbûna Çiyayê Siyonê, Li ser wî çeqel digerin.
Ya Xudan! Tu her û her li textê xwe rûdinî, Textê te jî nifş bi nifş didomîne.
Tu çima herdem me ji bîr dikî? Ji bo çi demeke dirêj terka me dikî?
Me li xwe bizivirîne ya Xudan, emê vegerin, Rojên me yên borî, wekî berê teze bike.
Yan na, ma te em bi tevahî red kirin? Gelo tu gelekî zêde li me hêrs bûyî?
Di sala sisêyan a padîşahiya Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê de Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê hat Orşelîmê û dor li bajêr pêça.
Reb Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê û hin taximên li Mala Xwedê kir destê Nebûxadnessar. Nebûxadnessar ew bi xwe re birin welatê Şînarê û danîn nav xezîneya mala îlahê xwe.
Nebûxadnessarê Padîşah ferman da Aşpenazê berpirsiyarê karmendên qesrê ku hinek ji gelê Îsraêl ên ji ziriyeta padîşah an jî hinek esilzade hilbijêre û wan bîne qesrê.
Divê ev xort bêqisûr û lihevhatî bin, di her mijarê de zana û şehreza bin, guhê wan li ser hînbûnê be. Wê di qesrê de xizmet bikin û ziman û nivîsandina Kildanî hîn bibin.
Padîşah ji sifra xwe xwarin û şerab dida wan. Piştî perwerdekirina sê salan wê bibirana hizûra padîşah.
Di nav xortên hilbijartî de ji Cihûdayiyan Daniyêl, Hananya, Mîşaêl û Ezarya hebûn.
Berpirsiyarê karmendên qesrê navên nû li wan kir. Wî navê Daniyêl Bêlteşassar, navê Hananya Şadrak, navê Mîşaêl Mêşak û navê Ezarya Eved-Nego danîn.
Daniyêl di dilê xwe de biryar da ku xwe bi xwarin û şeraba xweş a padîşah qirêj neke. Wî ji berpirsiyarê karmendên qesrê lava kir ku xwe qirêj neke.
Xwedê kir ku berpirsiyarê karmendên qesrê bi kerem û dilovanî li Daniyêl binêre.
Berpirsiyarê karmendên qesrê ji Daniyêl re got: “Ez ji xweyê xwe padîşah ditirsim. Wî xwarin û vexwarin daye we. Çima rûyê we li ber xortên din çilmisî be? Hûnê serê min bi padîşah re bixin belayê.”
Daniyêl ji çavdêrê ku berpirsiyarê karmendên qesrê ew li ser wî, Hananya, Mîşaêl û Ezarya kifş kiribû re wiha got:
“Lava dikim deh rojan xulamên xwe biceribîne. Tenê pincar û avê bide me.
Paşê rûyê me û rûyê wan kesan bide ber hev ku ji xwarinên padîşah xwarine. Li gorî reng û rûçikê me biryara xwe bide.”
Wî bi ya wan kir û ji bo deh rojan ew ceribandin.
Piştî deh rojan, ew ji hemû kesên ku xwarinên padîşah xwaribûn çêtir û sihetir bûn.
Li ser vê yekê çavdêr xwarin û şerab hilanîn û wekî berê pincar da wan.
Xwedê di her mijarê de xwendin, zanabûn, aqil û şehrezayî da wan. Daniyêl li ser hemû dîtinî û xewnan jî şehreza bû.
Piştî dema diyarkirî ya padîşah temam bû, berpirsiyarê karmendên qesrê ew anîn ba Nebûxadnessar.
Padîşah bi wan re peyivî. Di nav hemûyan de kesên wekî Daniyêl, Hananya, Mîşaêl û Ezarya tunebûn. Loma ew birin hizûra padîşah.
Padîşah şêwra zanabûn û şehrezayiya wan dikir. Wî didît ku her çar jî, ji hemû sêrbaz û falbazên welêt deh qatî zanatir û zêdetir in.
Heta yeksaliya padîşahiya Koreş, Daniyêl li wir ma.
Di dusaliya padîşahiya xwe de Nebûxadnessar xewn dîtin. Ruhê wî aciz bû û xew lê herimî.
Padîşah emir kir ku gazî sêrbaz, falbaz, efsûnkar û stêrnasan bikin. Xwest ku xewnên wî şirove bikin. Gava hatin ba padîşah,
wî ji wan re got: “Min xewneke xerab dît, ruhê min tengav bû. Dixwazim hûn xewna min şirove bikin.”
Stêrnasan bi zimanê aramî got: “Ya padîşah, tu her bijî! Tu xewna xwe ji xulamên xwe re bêje ku em şirove bikin.”
Padîşah ji wan re got: “Biryara min ev e: Heke hûn xewnê û şiroveya wê ji min re nebêjin, hûnê bên perçekirin û wê xaniyên we bibin şikêra keviran.
Lê heke xewnê û şiroveya wê bêjin, hûnê ji min diyarî û xelatan bistînin û bên gelekî rûmetkirin. Loma xewnê û şiroveya wê ji min re bêjin.”
Wan cardin bersiv da û got: “Bila padîşah ji van xulamên xwe re xewnê bêje, emê jî şirove bikin.”
Padîşah got: “Ez dizanim hûn wext dixwazin. Çimkî we dît ku min biryara xwe daye.
Lê heke hûn şiroveya xewna min nekin, ji bo we cezayek heye. Bi hêviya ku rewşa wê biguhere, we di nav xwe de li hev kiriye ku ji min re gotinên xelet û derew bêjin. Niha xewna min ji min re bêjin û ezê bizanim hûn dikarin şirove bikin.”
Wan bersiva padîşah da û got: “Kesê ku bikaribe vê daxwaza padîşah pêk bîne li dinyayê tuneye. Tu padîşah, tu efendî yan serwerekî ji sêrbaz, ji falbaz an ji stêrnasekî tiştekî wiha nexwestiye.
Daxwaza padîşah gelek giran e. Ji bilî îlahên ku di nav mirovan de najîn, tu kes tuneye ku vê yekê ji padîşah re eşkere bike.”
Li ser vê yekê padîşah gelek hêrs bû û emir kir ku li Babîlê hemû zilamên şehreza bên kuştin.
Ji ber ku fermana kuştina şehrezayan derket, mirov hatin şandin ku li Daniyêl û hevalên wî jî bigerin.
Daniyêl bi Aryokê fermandarê parêzvanên padîşah re bi zanayî û aqilmendî peyivî ku ji bo kuştina şehrezayên Babîlê diçû.
Wî jê re got: “Gelo çima fermana padîşah ewqas hişk e?” Aryok mesele ji Daniyêl re got.
Li ser vê yekê Daniyêl ket hundir û ji padîşah wext xwest ku şiroveya xewna wî bike.
Piştre Daniyêl çû mala xwe û ji hevalên xwe Hananya, Mîşaêl û Ezarya re mesele got.
Wî xwest ku ew ji bo sira vê xewnê ji Xwedayê Ezmanan alîkariyê bixwazin ku ew û hevalên wî, tevî zilamên şehreza yên Babîlê neyên kuştin.
Paşê ev sir bi şev di xewnê de ji Daniyêl re hat eşkerekirin. Daniyêl pesnê Xwedayê Ezmanan da
û got: “Navê Xwedê her û her pîroz be! Hêz û şehrezayî ya wî ye.
Yê ku dem û demsalan diguherîne ew e. Ew padîşahan derdixe ser têxt û tîne xwarê. Ew şehrezayiyê dide şehrezayan Û zanînê dide fêmdaran.
Tiştên kûr û bi dizî ew vedike, Dizane çi di tariyê de heye. Ronahî herdem pê re ye.
Ya Xwedayê bavkalên min, Te şehrezayî û hêz da min. Ya ku me ji te xwest, te ji min re vekir, Ez spasdar im û pesnê te didim. Çimkî, te xewna padîşah ji min re got.”
Paşê Daniyêl dîsa çû ba Aryokê ku padîşah ji bo kuştina şehrezayên Babîlê ew kifş kiribû. Daniyêl jê re got: “Tu şehrezayên Babîlê nekuje. Min bibe ba padîşah ku ez xewna wî şirove bikim.”
Aryok yekser Daniyêl bir ba padîşah û got: “Min di nav sirgûnên Cihûdayê de zilamek dît ku dikare xewna padîşah şirove bike.”
Padîşah ji Daniyêl re got ku navê wî yê din Bêlteşassar e: “Ma tu dikarî ji min re xewna min û şiroveya wê bêjî?”
Daniyêl ji padîşah re got: “Sira ku padîşah xwestiye, tu şehreza, falbaz û sêrbaz nikare eşkere bike.
Lê li ezmanan Xwedayek heye ku siran vedike. Wî ji Nebûxadnessarê Padîşah re gotiye ka wê di rojên pêş de çi bibe. Xewn û dîtiniyên ku te di nav nivînan de dîtine, ev in:
“Ya padîşah, gava tu di nav nivînan de bûyî, tu difikirî ka wê di rojên pêş de çi biqewime. Yê ku siran eşkere dike li te peyda bû.
Herçî ez im, ne ku ji mirovên din şehrezatir im, lê ji bo ku tu maneya dîtiniya xwe bizanî û fikrên dilê xwe fêm bikî, ev sir ji min re hat eşkerekirin.
“Ya padîşah, te di dîtiniya xwe de, li pêş xwe peykerekî mezin dît. Ew peykerê li pêş te, gelek mezin û bi têra xwe dibiriqî. Dîtina wî tirsdar bû.
Serê wî ji zêrê xas, sing û milên wî ji zîv, zik û qorikên wî ji tûnc,
lingên wî ji hesin, piyên wî hinek ji hesin, hinek ji gilê bû.
Gava te bala xwe dayê, kevirek bêyî destlêketinê hat xwarê, li piyên peykerê ji hesin û ji gilê pêkhatî ket û ew perçe perçe kir.
Hesin, gil, tûnc, zêr û zîv bi hev re perçe bûn. Wekî hûrikên kaya bênderê hûr bûn û bayê ew bi xwe re birin. Herçî kevirê li peyker ket, bû çiyayekî mezin û tevahiya rûyê erdê tije kir.
“Xewn ev bû. Emê niha wê şirove bikin.
Ya padîşahê min! Tu padîşahê padîşahan î. Xwedayê Ezmanan hêz, xurtî, rûmet û serwerî dane te.
Wî mirov, heywanên çolê, çivîkên ezmanan kirin destê te. Wî tu li ser hemûyan kirî serwer. Ew serê zêrîn tu yî.
“Wê piştî te, padîşahiyeke ji ya te kêmtir rabe û li tevahiya dinyayê serweriyê bike. Paşê wê padîşahiya sisêyan rabe ku ew jî ya tûnc e.
Wê padîşahiya çaran wekî hesin hêzdar be. Çimkî hesin her tiştî perçe dike û dişikêne. Wê wekî hesin hemûyên din bişikêne û perçe bike.
Ji ber ku pî û tilî ji gil û hesin in, wê ew padîşahî perçe bibe. Lê wê hêza hesin jî pê re hebe, çimkî te dît ku gil û hesin tevlihev e.
Ji ber ku ling û tiliyên wî ji gil û hesin in, wê beşekî padîşahiyê hêzdar be, yê din jî qels be.
Çawa ku te dît ku gil û hesin tevlihev e, wê ev gel jî tevlihev bin. Wekî ku gil û hesin li hev nakeve, wê ew jî li ba hev nemînin.
“Di rojên wan padîşahan de wê Xwedayê Ezmanan padîşahiyeke wiha ava bike ku tu caran hilneweşe û qet nekeve destê miletekî din. Wê ev padîşahî, hemû padîşahiyan perçe bike, biqedîne û wê her û her bimîne.
Te bixwe dît. Bêyî destlêketinê kevirek ji çiyê ket û hesin, tûnc, gil, zêr û zîv perçe kirin. Li ser vê yekê Xwedayê Mezin jî, ji padîşah re eşkere kir ku wê ji niha û pê ve çi biqewime. Loma ev xewn jî, şiroveya wê jî rast e.”
Nebûxadnessarê Padîşah li ber Daniyêl deverû çû erdê û perizî. Wî emir kir ku pêşkêşî û bixûra bêhnxweş bidin wî.
Padîşah ji Daniyêl re got: “Bi rastî Xwedayê we Xwedayê Herî Mezin, xweyê padîşahan û yê ku siran eşkere dike bixwe ye! Çimkî te ev sir vekir.”
Padîşah Daniyêl danî ser meqamê bilind û gelek diyariyên mezin dan wî. Wî ew li ser hemû herêmên Babîlê kir serwer û li ser hemû şehrezayên wê kir qeymeqam.
Daniyêl ji padîşah xwest ku ew Şadrak, Mêşak û Eved-Nego bikin serkarên Herêma Babîlê. Lê Daniyêl li qesrê ma.
Nebûxadnessarê Padîşah peykerekî zêrîn çêkir; bejna wî 60 gaz û firehiya wî 6 gaz bû. Wî ew li Herêma Babîlê, li Deşta Dûrayê da çikandin.
Wî gazî setrab, qeymeqam, walî, şêwirmend, xezînedar, dadger, fermandar, hemû karmendên payebilindên bajaran kir ku bên merasîma vekirina peyker.
Li ser vê yekê setrab, qeymeqam, walî, şêwirmend, xezînedar, dadger, fermandar û hemû karmendên payebilindên bajaran hatin. Ew ji bo merasîma peykerê ku Nebûxadnessar daniye, civiyan û li pêşberî peyker sekinîn.
Piştre bangawaz bi dengekî bilind qîriya û got: “Ya gel, milet û zimanan, li we tê emirkirin
ku çaxê we dengê boriyê, neyê, lîrê, qanûnê, çengê, defê û dengên her cure amûrên muzîkê bihîst, hûnê li ber peykerê zêrîn ê ku Nebûxadnessar daniye, deverû herin erdê û biperizin.
Kesê deverû neçe erdê û neperize, wê tafilê bê avêtin tenûra sincirî.”
Loma gava dengê boriyê, neyê, lîrê, qanûnê, çengê û dengê her cure amûrên muzîkê bihîst, hemû gel, milet û ziman deverû diçûn erdê û diperizîn peykerê ku Nebûxadnessar çêkiriye.
Îcar hinekî ji stêrnasan hatin û giliyê Cihûyan kirin.
Wan ji Nebûxadnessarê Padîşah re got: “Ya padîşah! Her û her bijî!
Te emir kir ku her kesê ku dengê boriyê, neyê, lîrê, qanûnê, çengê, defê û dengên her cure amûrên muzîkê bibihîze wê deverû here erdê û biperize peyker
û kesê deverû neçe erdê û neperize, wê bê avêtin nav tenûra sincirî.
Hin Cihûyên ku te li Herêma Babîlê danîne ser kar hene: Şadrak, Mêşak û Eved-Nego. Ya padîşah, ew te nahesibînin. Ew ji îlahên te re xulamiyê nakin û naperizin peykerê ku te daniye.”
Li ser vê yekê Nebûxadnessar bi hêrseke mezin emir kir ku Şadrak, Mêşak û Eved-Nego bînin. Ew anîn pêşberî padîşah.
Nebûxadnessar ji wan pirsî û got: “Şadrak, Mêşak û Eved-Nego, ma hûn bi qestî xulamiya îlahên min nakin û naperizin peykerê ku min daniye?
Gava hûn dengê boriyê, neyê, lîrê, qanûnê, çengê, defê û dengên her cure amûrên muzîkê bibihîzin, hûn deverû herin erdê û biperizin gelek baş e! Lê heke hûn neperizin, hûnê yekser bên avêtin nav tenûra sincirî! Wî çaxî emê bibînin, wê kîjan îlah we ji destê min rizgar bike?”
Şadrak, Mêşak û Eved-Nego bersiv da û ji padîşah re got: “Ya Nebûxadnessar, hewce nake ku em di vê mijarê de bersiva te bidin.
Me bavêjin tenûra sincirî jî, Xwedayê ku em jê re xizmetê dikin dikare me ji wê tenûrê rizgar bike. Ya padîşah! Wê me ji destê te jî rizgar bike.
Ew me rizgar neke jî, tu bizanibe ku ya padîşah, emê ji îlahên te re xulamiyê nekin û neperizin peykerê zêrîn ê ku te daniye.”
Nebûxadnessar gelek li Şadrak, Mêşak û Eved-Nego hêrs bû û mirûzê wî tirş bû. Wî emir kir ku tenûr, heft car ji caran bêtir bê sincirandin.
Piştre wî emir da leşkerên hêzdar ên artêşa xwe ku Şadrak, Mêşak û Eved-Nego girê bidin û wan bavêjin tenûra sincirî.
Li ser vê yekê dema ku hê şalwar, şaşik, xiftan û kincên wan ên din li wan bûn, hatin girêdan û ew avêtin nav tenûra sincirî.
Emrê padîşah gelek dijwar bû û tenûr jî zêde sincirî bû. Ji ber vê yekê gurbûna êgir, zilamên ku Şadrak, Mêşak û Eved-Nego avêtin şewitandin û ew mirin.
Her sê zilam; Şadrak, Mêşak û Eved-Nego, bi awayekî girêdayî ketin nav pêtên tenûra sincirî.
Nebûxadnessarê Padîşah şaş ma û jinişkave rabû ser xwe. Ji şêwirmendên xwe re got: “Ma kesên ku me avêtin nav êgir, ne sê kes bûn?” Şêwirmendan got: “Bêguman, ya padîşah!”
Padîşah got: “Ez çar kesan dibînim. Hatine berdan û di nav êgir de dimeşin. Tu zirar negihîştiye wan. Yê çaran dişibe kesekî îlahî.”
Piştre ew nêzîkî ber deriyê tenûra sincirî bû û got: “Ya xulamên Xwedayê Herî Berz! Şadrak, Mêşak û Eved-Nego, derkevin derve, werin vir.” Şadrak, Mêşak û Eved-Nego ji nav êgir derketin.
Setrab, qeymeqam, walî û şêwirmendên padîşah ên ku li wê derê civiyabûn ev zilam dîtin. Tu bandora êgir li ser bedenên wan nebûbû, porê serê wan neşewitîbû, kincên wan neguherîbûn û bêhna bîsoyê ji wan nedihat.
Li ser vê yekê Nebûxadnessar got: “Pesin ji Xwedayê Şadrak, Mêşak û Eved-Nego re! Wî milyaketê xwe şand û xulamên xwe yên ku pê ewle ne rizgar kir. Ew li dijî emrê min rabûn û canê xwe avêt xeterê ku ji Xwedayê xwe pê ve xulamiya îlahekî nekin û neperizin.
Loma ez emir dikim: Her gel, milet û zimanê ku ji Xwedayê Şadrak, Mêşak û Eved-Nego re bêrûmetiyê bike, wê perçe bibe û mala wî bibe şikêra keviran. Çimkî tu xwedayekî ku dikare wiha rizgar bike tuneye.”
Piştre wî Şadrak, Mêşak û Eved-Nego li Herêma Babîlê anîn ser meqamên bilindtir.
Nebûxadnessarê Padîşah ji hemû gel, milet û zimanan re ev peyam şand: “Bila silametiya we zêde be!
Min xwest ku ez nîşan û karên nedîtî yên ku Xwedayê Herî Berz ji bo min kirine ji we re bêjim.
“Nîşanên wî çiqas mezin in! Karên wî yên nedîtî berz in. Padîşahiya wî herheyî ye, Serweriya wî nifş bi nifş didome.
“Ez Nebûxadnessar, li mala xwe rihet û di qesra xwe de di nav firehiyê de bûm.
Min xewnekê dît û ez tirsiyam. Gava ez di nav nivînan de me, fikir û dîtiniyên min ez bizdandim.
Min emir da ku hemû zilamên şehreza yên Babîlê bînin ba min ku xewna min şirove bikin.
Dema sêrbaz, stêrnas û falbaz hatin, min li pêş wan xewna xwe got, lê nikaribûn xewna min şirove bikin.
Piştre Daniyêl hat ba min. Navê wî yê din Bêlteşassar e ku ji navê îlahê min tê. Ruhê îlahên pîroz pê re ye. Min xewna xwe jê re got.
“Min got: Ya Bêlteşassar, serekê sêrbazan, ez dizanim ku ruhê îlahên pîroz bi te re ye û tu sir ji te ne veşartî ye. Xewna ku min dîtiye ev e, şiroveya wê bêje.
Gava ez di nav nivînan de me, min xewn dît: Min dît ku di navbera dinyayê de dareke pir bilind heye.
Dar mezin bû û kemilî, bejna wê gihîşt ezmanan. Ji tevahiya dinyayê ve dihat dîtin.
Pelên wê xweşik bûn û fêkiyê wê têra hemû zindiyan dikir. Heywanên çolê di bin siya wê de disitirîn û çivîkên ezmanan li ser guliyên wê datanîn. Her jîndarî jê dixwar.
“Gava ez di nav nivînan de me, min di xewna xwe de dît ku va ye, kesekî îlahî yê çavdêr û pîroz ji ezmanan daket xwarê.
Bi dengekî bilind gazî kir û wiha got: ‘Darê bibirin û guliyên wê jêkin. Pelên wê biwerînin û fêkiyên wê belav bikin. Bila heywan ji bin wê û çivîk ji ser guliyên wê birevin.
Lê qurm û koka wê, bi hesin û bi tûnc bipêçin û di nav giyayê çolê yê teze de bihêlin. “‘Bila ew bi xunava ezmanan şil bibe, bi heywanan re ji giyayên erdê para xwe hilîne.
Bila dilê mirov ê ku pê re bê guhertin û di şûna wî de dilê heywanan bidinê. Bila heft dem di ser wî re derbas bibe.
Ev dadbarî bi fermana çavdêran û kar bi gotina pîrozan hatiye cih. Dilê wî ji kê re bixwaze padîşahiyê dide wî ku her jîndar bizanibe Yê Herî Berz di ser padîşahiya mirovan re serweriya xwe didomîne. Ew dikare bide kesê herî belengaz jî.’
“Min, Nebûxadnessarê Padîşah ev xewn dît. Ya Bêlteşassar, şiroveya wê bike; çimkî hemû şehrezayên welatê min nikaribûn ji min re şirove bikin. Tu dikarî şirove bikî, çimkî ruhê îlahên pîroz bi te re ye.”
Daniyêlê ku navekî wî yê din jî Bêlteşassar e, demekê şaş ma û fikrên wî ew tirsandin. Li ser vê yekê padîşah got: “Ya Bêlteşassar, bila xewn û şiroveya wê te netirsîne.” Bêlteşassar bersiv da û got: “Ezbenî, xwezî kesên ji te nefret dikin, ev xewn bidîtana û şiroveya wê jî bihata serê dijminên te.
Ew dara ku te dît mezin û kemilî bû, bejna wê digihîşt ezmanan û ji hemû aliyê dinyayê ve dihat dîtin,
ew dara ku pelên wê xweşik bûn û fêkiyê wê pir bû, têra hemû zindiyan dikir, heywanên çolê li bin wê disitirîn û çivîkên ezmanan li ser guliyên wê datanîn.
Ya padîşah, ew dar tu yî. Tu mezin bûyî û kemilî, mezinbûna te gihîşt ezmanan û serweriya te gihîşt çar aliyên dinyayê.
“Îcar ya padîşah, te dît va ye çavdêrek, kesekî îlahî ji ezmanan hat xwarê. Wî got: ‘Darê bibirin û tune bikin, lê qurm û koka wî bi hesin û bi tûnc bipêçin, li xwarê, di nav giyayê teze de bihêlin. Bila bi xunava ezmanan şil bibe, heta ku heft dem di ser re derbas bû. Bila bi heywanên çolê re para wî hebe.’
“Padîşahê min, ezbenî şiroveya dîtiniyê û fermana ku wê Yê Herî Berz bîne serê te ev e:
Wê te ji nav mirovan biqewitînin, tê bi heywanên çolê re bimînî û wê wekî ga, giya bi te bidin xwarin. Tê bi xunava ezmanan şil bibî, heta ku heft dem di ser te re derbas bibin. Tê hîn bibî ku Yê Herî Berz di ser padîşahiya mirovan re serweriya xwe didomîne û dilê wî ji kê re bixwaze, padîşahiyê dide wî.
Madem emir kirin û gotin bila kok û qurmê darê bimîne, piştî ku tu hînbûyî serweriya ezmanan didome, wê padîşahiya te li te vegerînin.
Padîşahê min, bila şîreta min ji bo te xweş be: Bi kirinên rast, gunehên xwe û bi alîkariya ketiyan, xerabiyên xwe bişikêne û dev ji wan berde. Bi vî awayî belkî rihetiya te bê dirêjkirin.”
Îcar ev hemû hatin serê Nebûxadnessarê Padîşah.
Piştî duwanzdeh mehan ew li ser qesra Babîlê digeriya.
Wî got: “Va ye Babîl! Ew Babîla ku min ji bo rûmet û berziya xwe, bi hêza xwe ya mezin ji bo paytextiya padîşahiya xwe ava kir!”
Hê gotin di devê wî de bû, ji ezmanan dengek hat: “Ya Nebûxadnessarê Padîşah, padîşahî ji te hat standin.
Tê ji nav mirovan bêyî avêtin û bi heywanên çolê re bijî. Tê wekî dewaran giya bixwî. Heta dema ku tu hîn bûyî Yê Herî Berz di ser padîşahiya mirovan re serweriya xwe didomîne û dilê wî ji kê re bixwaze, padîşahiyê dide wî, wê heft dem di ser re derbas bibe.”
Ev gotina li ser Nebûxadnessar tam di wê saetê bi cih bû. Wan ew ji nav mirovan avêtin. Wekî dewaran giya xwar. Bedena wî bi xunava ezmanan şil bû. Porê wî wekî sîxên teyran, neynûkên wî wek napên çivîkan dirêj bûn.
“Piştî ku ew dem temam bû, ez Nebûxadnessar, min çavê xwe ber bi ezman ve rakir û hişê min hat serê min. Min pesnê Yê Herî Berz da. Min Yê ku her û her Jîndar bi rûmet û berz kir. “Serweriya wî, serweriya herheyî ye, Padîşahiya wî nifş bi nifş didome.
Hemû yên ku li dinyayê dijîn ne tiştek in. Ew her çi bixwaze bi hêzên ezmanî Û bi yên ku li dinyayê dijîn dike. Tu kesê ku bi destê wî bigire Û jê re bêje: ‘Tu çi dikî?’ tuneye.
“Wê gavê hişê min hat serê min. Ji bo berziya padîşahiya min, rûmet û rewnaqiya min dîsa li min hat zivirandin. Şêwirmendên min û zilamên min ên mezin li min geriyan. Ez gihîştim padîşahiya xwe û ez ji berê mezintir bûm.
Ez Nebûxadnessar, ez ji Padîşahê Ezmanan re spasdar im. Ez pesnê wî didim û wî berz dikim. Çimkî hemû karên wî rastî û riyên wî dadperwerî ne. Ew dikare yên ku di riya quretiyê de dimeşin nizim bike.”
Bêlşassarê Padîşah ji hezar zilamên xwe yên giregir re ziyafeteke mezin da û bi wan re şerab vexwar.
Gava Bêlşassar bi kêf vedixwar, wî emir da ku firaxên zîvîn û zêrîn bînin ku Nebûxadnessarê bavkalê wî ji Perestgeha Orşelîmê anîbûn.
Wan firaxên zêrîn ên ji Perestgehê, ji Mala Xwedê ya li Orşelîm derxistine anîn. Paşê padîşah û zilamên wî yên mezin, jin û cariyeyên wan bi van firaxan vexwar.
Wan şerab vexwar û pesnê îlahên zêrîn, zîvîn, tûncîn, darîn, kevirîn û hesinî dan.
Jinişkave, tiliyên destê mirovekî xuya bûn. Wî li ser dîwarê qesrê nivîsî ku li pêşberî şamdankê bû. Padîşah li destê ku dinivîsî dinihêrî.
Wê gavê rûyê padîşah çilmisî, fikrên wî ew tirsand, movika pişta wî sist bû û çokên wî lerizîn.
Wî bi dengekî bilind gazî kir ku ew falbaz, stêrnas û şehrezayên Babîlê bînin. Wî ji şehrezayên Babîlê re got: “Kî ji we vê nivîsê bixwîne û şirove bike, wê kincên binevşî lê bê kirin, gerdeniyeke zêrîn bikeve stû. Wê ew bibe serwerê welêt ê sisêyan.”
Hemû şehrezayên padîşah ketin hundir lê wan nikaribû nivîsê bixwînin û şirove bikin.
Li ser vê yekê tirsa Bêlşassarê Padîşah zêdetir bû û rûyê wî bêtir çilmisî. Şehrezayên wî şaş û metel man.
Şahbanûya ku dengê padîşah û zilamên mezin bihîst hat cihê ziyafetê û got: “Ya padîşah, tu her û her bijî! Bila ya ku di hişê te re derbas dibe te netirsîne û rûyê te neçilmise.
Li welatê te zilamek heye ku ruhê îlahên pîroz pê re ye. Di dema kalikê te Nebûxadnessar de bi feraset, pêşbînî û şehrezabûna xwe ya îlahî dihat naskirin. Kalikê te Nebûxadnessarê Padîşah ew wek serekê sêrbaz, falbaz û stêrnasan tayîn kiribû.
Pê re ruhekî berz, zanabûn, feraset, ruhê şirovekirina xewnan, zanabûna mamikan û vekirina girêkan heye. Navê wî Daniyêl e. Lê Padîşah navê wî kiribû Bêlteşassar. Bila niha gazî wî bikin ku nivîsê bixwîne û şirove bike.”
Daniyêl anîn ba padîşah û wî ji Daniyêl re got: “Daniyêlê ku kalikê min ê padîşah ji Cihûdayê di nav sirgûniyan de anîbû tu yî?
Ji bo te dibêjin ku ruhê îlahan bi te re heye, ronahî, fêmdarî û şehrezabûneke zêde li ba lê ye.
Falbaz û zilamên şehreza anîn ba min ku vê nivîsê bixwînin û şirove bikin lê wan nikaribû.
Min bihîst ku tu dikarî şirove bikî û siran vekî. Niha heke tu vê nivîsê bixwînî û şirove bikî, wê kincên binevşî li te bên kirin û gerdeniya zêrîn bixin stûyê te. Tê li welêt bibî serwerê sisêyan.”
Daniyêl bersiva padîşah da û got: “Bila diyariyên te ji te re bin, xelatên xwe jî bide hinekên din. Lê ezê dîsa jî, nivîsê bixwînim û ji te re şirove bikim.
“Ya padîşah, Xwedayê Herî Berz padîşahî, mezinahî, berzî û rewnaqî da bavkalê te Nebûxadnessar.
Ji ber mezinahiya ku da wî, hemû gel, milet û ziman jê tirsiyan û li ber wî lerizîn. Wî bixwesta dikuşt, bixwesta sax dihişt. Bixwesta bilind dikir, bixwesta nizim dikir.
Lê gava quretî kir û ji rê derket, ji ser textê padîşah hat avêtin û rûmeta wî jê hat standin.
Ji nav mirovan hat avêtin û dilê wî bû wekî dilê heywanan. Bi kerên çolê re jiya, wekî dewaran giya xwar û bedena wî li ber xunava ezmanan şil bû. Heta ku hîn bû serweriya Xwedayê Herî Berz di ser padîşahiya mirovan re ye û dilê wî ji kê re bixwaze padîşahiyê dide, wisa ma.
“Ya Bêlşassar, tu kurê wî bavkalî yî. Te ev tişt zanibû lê te dîsa jî nefsa xwe neşikand.
Te li hember Rebê Ezmanan xwe mezin kir. Firaxên Perestgeha wî anîn ba te, te û giregirên te, jin û cariyeyên te, we bi wan şerab vexwar. We pesnê îlahên zîvîn, zêrîn, tûncîn, kevirîn, darîn û ji hesin da û we rûmet neda Xwedê. Xwedayê ku hilma te di destê wî de ye û bi hemû riyên te dizane.
Loma Xwedê destê ku ev nivîs nivîsand şand.
“Nivîsa ku hat nivîsandin ev e: MENÊ, MENÊ, TEQEL û PARSÎN.
“Wateya van gotinan ev e: MENÊ; Xwedê rojên padîşahiya te hesibandin û dawî lê anî.
TEQEL; tu di mêzînê de hatî kişandin û kêm derketî.
PERES; padîşahiya te di nav Med û Parsan de hat parvekirin.”
Paşê Bêlşassar ferman da û kincên binevşî li Daniyêl kirin û gerdeniya zêrîn xistin stûyê wî. Wî li ser padîşahiyê kirin kesê sisêyan.
Bêlşassarê Padîşahê Babîlê wê şevê hat kuştin.
Daryûsê Medî padîşahî bi dest xist. Wî çaxî ew şêst û du salî bû.
Daryûs baş dît ku sed û bîst setraban li seranserê padîşahiyê bike peywirdar.
Wî sê wezîr danîn ser van setraban ku yek ji wan Daniyêl bû. Wê setraban hesab bida wezîran ku padîşah zirarê nebîne.
Daniyêl di ser hemû wezîr û setraban re bû. Ji ber ku ruhekî berz pê re bû, padîşah difikirî wî deyne ser tevahiya padîşahiyê.
Li ser vê yekê wezîr û setrab, ji bo di karên welêt de giliyê wî bikin, li fersendê geriyan. Lê wan ne fersenda gilîkirinê û ne jî sûcekî wî dîtin. Çimkî ew dilsoz bû, ne şaşîtiya wî û ne jî sûcê wî hebû.
Lê dîsa jî wan got: “Heke em Daniyêl di pirsa Şerîeta Xwedayê wî de sûcdar nekin, emê fersenda gilîkirina wî nebînin.”
Îcar wezîr û setrab li ser serê padîşah civiyan û jê re wiha gotin: “Ya Daryûsê Padîşah, tu her hebî!
Em wezîr, qeymeqam, setrab, şêwirmend û walî, ji bo ku padîşah qanûnekê derxe, me hemûyan li hev kir. Ya padîşah, kî di nav sî rojan de, ji te pê ve ji mirovekî yan ji îlahekî re dua bike, bila wî bavêjin çala şêran.
Ya padîşah, niha qanûnê deyne û mor bike. Li gorî qanûnên Med û Parsan ku qet nayên guhertin.”
Li ser vê yekê Daryûs, nivîsa qedexekirinê mor kir.
Gava Daniyêl hîn bû ku ferman hatiye morkirin, ew çû malê û tevî ku pencereyên odeya wê ya jorîn ber bi aliyê Orşelîmê ve vekirî bûn, wî çawa ku wî her roj dikir, kir. Wî sê caran çok dida, dua dikir û pesnê Xwedayê xwe dida.
Wê gavê ev zilam li hev kom bûn, dîtin ku Daniyêl ji Xwedayê xwe re dua û lava dike.
Li ser vê yekê ew çûn ba padîşah û li ser fermana wî wiha gotin: “Ya padîşah, ma te qanûnek mor nekir û negot di nav sî rojan de ji te pê ve, kî ji mirovekî yan ji îlahekî re dua bike, wê wî bavêjin çala şêran?” Padîşah got: “Li gorî qanûnên Med û Parsan ku nayên guhertin ev gotin rast e.”
Wan bersiv da û li pêş padîşah got: “Daniyêlê ji sirgûnên Cihûdayê ne te, ne jî fermana ku te mor kiriye hesab dike. Ew rojê sê caran duaya wî dike.”
Gava padîşah ev gotin bihîstin, pir xemgîn bû. Wî biryar da ku Daniyêl rizgar bike. Ji bo rizgariya wî, heta roj çû ava xebitî.
Li ser vê yekê ew careke din li ba padîşah kom bûn û jê re gotin: “Ya padîşah, bizanibe ku ev qanûna Med û Parsan e: Tu qanûn û fermana ji aliyê padîşah ve hatiye danîn naguhere.”
Wê gavê padîşah ferman da û Daniyêl anîn. Daniyêl avêtin çala şêran. Padîşah ji Daniyêl re got: “Bila Xwedayê ku tu herdem jê re xizmetê dikî, te rizgar bike.”
Wan kevirek anîn û danîn ser devê çalê. Padîşah bi gustîla xwe ya morê û bi gustîlên morê yên giregirên xwe kevir mor kir ku tiştek ji bo Daniyêl neyê guhertin.
Piştre padîşah çû qesrê, xwarin nexwar, şahî nexwest û xew lê herimî.
Padîşah serê sibê pir zû rabû û bi lez û bez çû çala şêran.
Gava nêzîkî çalê bû ku Daniyêl jî tê de bû, bi dengekî bi keser gazî kir û got: “Daniyêlo! Xulamê Xwedayê Jîndar! Xwedayê te yê ku tu herdem jê re dua dikî, gelo karibû te ji şêran rizgar bike?”
Daniyêl ji padîşah re got: “Ya padîşah, her û her bijî!
Xwedayê min milyaketê xwe şand û devê şêran girt. Wan dest neda min, çimkî li pêş wî tu sûcê min nehat dîtin. Ezbenî, min li ber te jî tu xerabî nekiriye.”
Padîşah gelek şa bû û emir kir ku Daniyêl ji çala şêran derînin. Daniyêl ji çalê derxistin, tu birînek di canê wî de tunebû. Çimkî wî xwe spartibû Xwedayê xwe.
Padîşah emir kir, wan zilamên ku giliyê Daniyêl kiribûn anîn. Wî ew bi jin û zarokên wan ve avêt çala şêran. Hê negihîştibûn binê çalê, şêran ew li hewayê girtin û hemû hestiyên wan şikandin.
Daryûsê Padîşah ji hemû gel, milet û zimanên dinyayê re wiha nivîsî: “Bila silametiya we zêde bibe!
Fermana min e, bila hemû mirovên di padîşahiya min de dijîn ji Xwedayê Daniyêl bitirsin û bilerizin. “Xwedayê Jîndar ew e, Wê her û her hebe. Wê padîşahiya wî hilneweşe, Serweriya wî her û her e.
Ew rizgar û azad dike, Li erdê û li ezmanan, Nîşan û karên nedîtî dike. Yê ku Daniyêl ji penca şêran rizgar kir ew e.”
Di padîşahiya Daryûs û padîşahiya Koreşê Parsê de karên Daniyêl baş çûn.
Di yeksaliya padîşahiya Bêlşassarê Padîşahê Babîlê de, gava di nav nivînên xwe de ye, Daniyêl xewnek dît. Piştre xewna xwe nivîsî.
Daniyêl got: “Min bi şev di xewna xwe de dît ku ji çar aliyên ezmanan ve ba li deryaya mezin dixe.
Îcar ji deryayê çar cinawirên mezin derketin ku yek ne mîna yê din bû.
“Cinawirê pêşî wekî şêr bû û mîna eyloyan bi bask bû. Min dêhna xwe dayê ku baskên wî hatin jêkirin, ji erdê rakirin û wekî mirovan li ser piyan sekinî û hişê mirovan jê re hat dayîn.
“Cinawirê din wekî hirçê bû. Li ser kêlekekê xwe sekinîbû. Di nav diranên wî de sê parsû hebûn. Jê re got: ‘Rabe, heta ku tu dikarî goşt bixwe.’
“Piştre min cinawirê din dît ku wekî pilingekî bû. Li ser pişta wî çar baskên teyran hebûn. Çar seriyên wî hebûn û serwerî dabûn wî.
“Wê şevê min cinawirê çaran dît ku bi saw, tirsdar û gelek hêzdar bû. Diranên wî yên mezin ên ji hesin hebûn. Dixwar û perçe dikir. Yên li paş diman di bin lingê xwe de diperçiqand. Ne wekî cinawirên din bû. Deh qiloçên wî hebûn.
“Min dît ku va ye qiloçekî din jî, ji nav wan qiloçan kok da. Ji qiloçên pêşî sê heb ketin. Çavên vî qiloçî hebûn ku wekî çavên mirovan bûn. Devê wî hebû ku bi quretî dipeyivî.
“Dêhna min hê lê bû, Text hatin danîn. Yê Herheyî li cihê xwe rûnişt. Cilên wî wekî berfê spî, Porê serê wî jî wekî hiriya spî bû. Textê wî pêt bi pêt bû, Toqên binê wî wek sotikên êgir bûn.
Li pêş wî çemekî ji êgir diherikî. Bi hezaran hezar, Jê re xizmet dikirin. Bi deh hezaran deh hezar, Li pêş wî disekinîn. Dadgeh danîn, Kitêb vebûn.
“Gava min gotinên qure yên qiloç bihîstin, min dît ku cinawir li ber çavê min hat kuştin. Bedena wî avêtin agirê sincirî û ew tune bû.
Herçî cinawirên din bûn, serwerî ji wan hatibû standin, lê emrê wan ji bo demeke diyarkirî hatibû dirêjkirin.
“Îcar min di xewna wê şevê de dît, yekî ku dişibiya kurê mirov bi ewrên ezmanan re tê. Ew hat heta ber Yê Herheyî û ew anîn ba wî.
Serwerî, berzî û padîşahî hat dayîn wî ku hemû gel, milet û ziman jê re xulamî bike. Serweriya wî serweriyeke herheyî ye û padîşahiya wî wê tu caran hilneweşe.”
“Daniyêlo, ruhê min bi xemgîniyê lerizî û dîtiniyên ku min dîtine ez tirsandim.
Ez nêzîkî yekî bûm û min xwest wateya rastîn a tevahiya van tiştan ji min re bêje. “Wî jî, ji min re şirove kir û got:
‘Ev her çar cinawir, çar padîşah in ku wê li rûyê erdê xuya bibin.
Lê wê pîrozên Xwedayê Herî Berz padîşahiyê bistînin û her û her di destê xwe de bigirin. Erê, her û her.’
“Piştre min xwest ku ez li ser cinawirê çaran bizanibim ku ew ne wekî hemûyan e, gelek tirsdar e, diranên wî ji hesin in, neynûkên wî ji tûnc in, dixwe û perçe dike û yê mayî di bin lingê xwe de diperçiqîne.
Paşê min xwest ez li ser deh qiloçên serê wî û qiloçê din ê ku piştre derket bizanibim. Sê qiloç ji ber vî qiloçî ketibûn û dîtina wî ji yên din mezintir bû. Çavên wî hebûn û devê wî tiştên qure digotin.
Min dît ku ew qiloç li dijî pîrozan şer dike û zora wan dibe.
Heta ku Yê Herheyî û Herî Berz hat û biryara xwe ji bo pîrozan da, vê yekê berdewam kir. Êdî ew dem bû ku kesên pîroz padîşahiyê bistînin.
“Wî ji min re got: ‘Cinawirê çaran, padîşahiya çaran e. Wê li ser rûyê erdê xuya bibe. Wê ne wekî padîşahiyên din be. Wê tevahiya dinyayê daqurtîne, bicû û perçe bike.
Herçî deh qiloç in, tên wateya deh padîşahên ku wê ji vê padîşahiyê derkevin. Piştî wan wê padîşahekî din derkeve û wê ne wekî yên din be û wê sê padîşahan ji ser textên wan bîne xwarê.
Wê li dijî Yê Herî Berz gotinên xerab bike û zextê li pîrozên wî bike. Wê bixwaze demên diyarkirî û Şerîetê biguherîne. Wê pîrozan ji bo sê sal û nîvan teslîmî destê wî bikin.
“‘Paşê wê dadgeh bê danîn, wê serweriyê jê bistînin û wê bi tevahî bê tunekirin.
Wê padîşahî û serwerî, padîşahiyên bin ezmanan ên mezin bidin pîrozê gelê Yê Berz û padîşahiya wî her û her be. Wê hemû serwer jê re xulamiyê bikin û serî li ber wî deynin.’
“Dawiya kar heta vê derê ye. Herçî ez Daniyêl im, fikrên min ez gelekî tirsandim û rûyê min çilmisî. Lê min ev tişt di dilê xwe de veşart.”
Di sê saliya padîşahiya Bêlşassarê padîşah de ez Daniyêl, piştî dîtiniya berê, min dîtiniyeke din dît.
Min di dîtiniyê de, xwe li Keleha Sûsa ya li Herêma Elamê, li kêleka Çemê Ûlayê dît.
Min serê xwe rakir û dît ku beranek li kêleka çêm sekiniye. Du qiloçên wî yên dirêj hene. Ji herdu qiloçan, yê ku paşê çêbûbû ji yê berê dirêjtir bû.
Min dît ku beran bi qiloçê xwe li aliyê rojava, li aliyê bakur û li aliyê başûr dixe. Tu heywanî pê nikaribû û kes ji destê wî rizgar nedibû. Her ku diçû beran hêzdartir dibû.
Gava ez li ser vê yekê difikirîm jinişkave, ji aliyê rojava nêriyek hat. Qiloçekî berbiçav di nav herdu çavên wî de hebû û lingê wî li tevahiya dinyayê nediketin. Ber bi rûyê erdê ve gelekî dilezand çawa ku lingên wî li erdê nediketin.
Bi hêz û hêrsa xwe, ber bi beranê du qiloç ve çû ku li ber çêm disekinî.
Min dît ku ew nêzîkî berên bû, li dijî wî hêç bû, li berên xist û herdu qiloçên wî şikandin. Wî beran li erdê xist, perçiqand. Tu hêza berên tunebû ku li ber xwe bide. Êdî tu kesê ku beran ji destê wî rizgar bike nemabû.
Nêrî gelekî xurt bû, lê di vê dema xurtbûnê de qiloçê wî şikest. Îcar di şûna wî qiloçî de, li çar aliyên dinyayê, çar qiloçên berbiçav derketin.
Îcar ji qiloçekî ji wan, qiloçekî biçûk derket. Ber bi başûr, rojhilat û Welatê Xweş ve dihat û her ku diçû mezin dibû.
Ewqas mezin bû ku gihîşt artêşa ezmanan. Wî ji vê artêşê hinek û hin stêr anîn xwarê û ew perçiqandin.
Wî xwe bi qasî Pêşengê Artêşa Ezmanan mezin kir. Pêşkêşiya rojane ya ji bo Xwedê hat rakirin. Pîrozgeh jî hat hilweşandin.
Ji ber serhildanê li dijî pêşkêşiya rojane derketin. Rastî ket bin lingan. Qiloçê biçûk her çi xwest kir û gihîşt armanca xwe.
Piştre min dengê pîrozekî bihîst. Dema ku ew dipeyivî pîrozekî din got: “Ev dîtiniya li ser pêşkêşiya rojane, serhildana xerakirinê û binpêkirina dera pîroz û artêşan, wê heta kengê bidome?”
Dengê pîroz ji min re got: “Ev rewş wê 2 300 şev û rojan bidome, paşê wê Pîrozgeh ji nû ve bê sererastkirin.”
Ez Daniyêl, çaxê min ev dîtinî dît, min xwest fêm bikim. Min dît ku yekî di şiklê mirovan de li pêş min sekiniye.
Min ji nav Çemê Ûlayê dengê zilamekî bihîst. Wî gazî dikir û digot: “Ya Cebraîl, dîtiniyê jê re bêje.”
Cebraîl nêzîkî min bû. Ez ji tirsan ketim erdê. Wî ji min re got: “Ya kurê mirovan, bizanibe ku ev dîtinî ji bo dema dawiyê ye.”
Gava ew bi min re dipeyivî, ez deverû çûbûm erdê û ne li ser hişê xwe bûm. Wî destê xwe dirêjî min kir û ez rakirim ser piyan.
Wî got: “Piştî ku xezeba Xwedê danî, tiştê ku bibe ezê ji te re bêjim. Çimkî dîtinî li ser dema dawiyê yê ku hatiye kifşkirin bi xwe ye.
Ew beranê du qiloç ê ku te dît, padîşahên Med û Parsan e.
Ew nêrî Padîşahê Yewnanan e. Qiloçê mezin ê di nav herdu çavên wî de, padîşahê pêşî ye.
Çar Qiloçên ku di şûna qiloçê şikestî de dertên, çar padîşahên milet in ku wê rabin. Lê wê bi qasî padîşahê pêşî hêzdar nebin.
“Beriya ku dawiya van padîşahiyan bê, wê xerabî pir zêde bibin û wê padîşahekî wisa derkeve ku di xapandinê de hoste be.
Wê gelek hêzdar be, lê wê ev hêz ne jê be. Wê bi awayekî nedîtî wêran bike û wê bigihîje armanca xwe. Tişta ku bixwaze wê bike. Wê kesên hêzdar û Gelê Pîroz tune bike.
Wê bi fen û fûtan bi ser bikeve. Wê gelek kesên di ewlehiyê de, tune bike. Wê li dijî Serekê Serekan rabe. Lê wê jinişkave bişikê.
“Ev dîtinî rast e ku êvarê û serê sibê ji te re hat gotin. Lê tu eşkere neke. Çimkî li ser rojên dûr in.”
Ez Daniyêl ji halê xwe ketim û bi rojan nexweş mam. Paşê ez baş bûm û min karên padîşah berdewam kirin. Ji ber vê dîtiniyê ez şaş û metel mabûm. Lê min fêm nedikir.
Kurê Ahaşwêroşê Medî Daryûs di yeksaliya padîşahiya xwe de li ser welatê Babîlê hatibû kifşkirin.
Di yeksaliya padîşahiya wî de ez Daniyêl min ji Nivîsên Pîroz fêm kir ku li gorî gotina Xudan ku ji Yêremyayê Pêxember re hatibû, wê wêranbûna Orşelîmê heftê salan berdewam bike.
Loma min berê xwe ber bi aliyê Reb Xwedê ve kir, bi dua, bi rojî û lavakirinê, min çûx li xwe kir û ez di nav xweliyê de rûniştim.
Min ji Xwedayê xwe Xudan re dua kir, ez li xwe mikur hatim û min got: “Ya Reb, Xwedayê mezin û bi heybetê ku bi hezkirên xwe, bi kesên ku emrê wî dikin re peymana çêdike û girêdayî dimîne!
Em ji emrên te, rê û rêbazên te qetiyan, me guneh kir, me sûc kir, me xerabî kir û me serî hilda.
Me guh neda pêxemberên ku li ser navê te bi padîşahên me, serekên me, bav û kalên me û bi tevahiya gelê welêt re peyivîn.
“Tu dadperwer î, ya Reb! Ji ber ku em ne dilsoz bûn te em avêtin welatên dûr û nêzîk. Em ew Cihûyên ku li wan deran dijîn, şêniyên Orşelîmê, hemû Îsraêlî îro em di nav şermê de ne.
Ya Xudan, me li dijî te guneh kir. Loma jî em, padîşahên me, serekên me, bav û kalên me şermezar in.
Tevî ku em li dijî te rabûn, tu, Xwedayê me Reb, dilrehm û bexişkar î.
Me guhdariya dengê Xwedayê xwe Xudan nekir. Me Şerîeta ku bi riya xulamên xwe yên pêxember da ber me, pêk neanî.
Tevahiya gelê Îsraêl Şerîeta te binpê kir, pişta xwe da te û guhdariya dengê te nekir. “Loma jî nifira hatiye kirin û sonda hatiye xwarin pêk hat, ya ku di Şerîeta Mûsayê xulamê Xwedê de hatiye nivîsandin bi ser me de hat. Çimkî me li ber te guneh kir.
Te xerabiya mezin bi ser me de anî, gotinên ku te ji bo me û ji bo serekên me got, pêk hatin. Tişta ku hat serê Orşelîmê, li ser tevahiya rûyê erdê nehatiye serê tu bajarî.
Bi awayê ku di Şerîeta Mûsa de nivîsandiye, ev hemû xerabî hatin serê me. Lê dîsa jî em ji xerabiyên xwe nezivirîn. Ya Xudan, me kerema te nexwest û me guh neda rastiya te.
Îcar Xudan dev ji xerabiya ku bi ser me de anî berneda. Çimkî her tiştê ku Xwedayê me Xudan dike rast e. Lê me guhdariya dengê wî nekir.
“Xwedayê me Reb, te bi destê xwe yê hêzdar gel ji welatê Misrê deranî û heta îro nav û dengê xwe bilind kir. Lê me guneh kir, xerabî kir.
Ya Reb, ez ji bo hemû karên te yên dadperwer ji te lava dikim. Xezeba xwe ji ser bajarê xwe Orşelîmê, ji ser Çiyayê xwe yê pîroz rakî. Çimkî ji ber gunehên me û neheqiyên bav û kalên me, Orşelîm û gelê te, li pêş hemûyên ku li der û dora me ne şermezar bûn.
“Xwedayê min, tu dua û lavakirina xulamê xwe bibihîze. Ya Reb, ji bo xatirê navê xwe, berê xwe bide Pîrozgeha wêran.
Ya Xwedayê min, guh bide û bibihîze, çavên xwe veke û bajarê xwe yê wêran bibîne. Em ne ji ber rastbûna xwe, lê ji ber dilovaniya te ya mezin lavayî te dikin.
Ya Reb bibihîze! Ya Xudan bibexişîne. Ya Reb, baş guhdar be û bike. Ya Xwedayê min, ji bo xatirê navê xwe bi derengî nexe. Çimkî bajar jî, gel jî yê te ye.”
Gava ez dipeyivîm û min dua dikir, li gunehên xwe û gunehên gelê xwe Îsraêl mikur dihatim, ji bo Çiyayê Pîroz ê Xwedayê xwe li pêş Xwedayê xwe Xudan min lava dikir.
Gava min dua dikir, kesê ku min berê di dîtiniya xwe de dîtibû, Cebraîl, di dema pêşkêşiya ber êvarê de bi lez firiya û hat ba min.
Ew bi min re peyivî û got: “Daniyêlo, ji bo ku ez şehrezayî û fêmdariyê bidim te hatim.
Te çawa ku ji Xwedê re lava kir, duaya te hat bihîstin û ez hatim ji te re bêjim. Çimkî tu gelekî hatî hezkirin. Loma ji peyam û dîtiniyê fêm bike.
“Ji bo ku neheqî bê rakirin, dawî li guneh bê, sûc bên bexişandin, rastiya herheyî bê avakirin, dîtinî û pêxemberî bê morkirin û yê ku Herî Pîroz bi rûnkirinê bê kifşkirin, ji bo gelê te û bajarê te yê pîroz, heftê car heft dem hatiye diyarkirin.
“Îcar bizanibe û fêm bike. Ji dema emrê jinûveavakirina Orşelîmê derketiye, heta ku serwerê kifşkirî bê, wê heft car heft dem derbas bibin. Wê di nav şêst û du heft deman de, Orşelîm ji nû ve bi kuçe û xendekên xwe ve bê avakirin. Lê wê ev di dema tengasiyê de çêbe.
Di dawiya şêst û du heft deman de, kesê kifşkirî wê bê kuştin û wê piştgirên wî tunebin. Gelê serekê nûhatî, wê bajêr û Pîrozgehê wêran bike. Wê dawiyeke wekî tofanê pêk were û wê şer jî heta dawiyê bidome. Biryara wêrankirinê jî hatiye dayîn.
Wê bi gelek kesan re, ji bo heft deman peymaneke saxlem çêke. Lê piştî ku nîvê heft demê derbas bû, wê qurban û pêşkêşiyê rake. Heta biryara wêrankirinê, wê serekê wêranker tiştên kirêt deyne ser beşê jorîn ê Perestgehê.”
Di sala sisêyan a padîşahiya Koreşê Padîşahê Parsê de sirek ji Daniyêlê ku bi navê Bêlteşassar tê zanîn re vebû. Ev tişt rast bû û li ser şerekî mezin bû. Daniyêl di dîtiniya xwe de ev yek fêm kir.
Di wan rojan de ez Daniyêl, min sê hefteyan şîn kir.
Heta sê hefte temam nebû, min xwarina baş nexwar, goşt û şerab di qirika min re neçû û min qet rûn li xwe neda.
Di roja bîst û çarê meha pêşî de, gava ez li ber keviya çemê mezin, li ber Dîcleyê bûm,
min serê xwe rakir û dît ku zilamekî kitan li xwe kiribû û li nava wî kembereke ji zêrê xasê Ûfazê girêdayî disekine.
Bedena wî wekî fîrûze bû. Rûyê wî wekî brûskê dibiriqî û çavên wî wekî xetîreyên bi pêt bûn. Milên wî û lingên wî wekî tûncê celandî dibiriqîn, dengvedana dengê wî wekî dengvedana dengê komekê bû.
Ez Daniyêl, tenê min dîtinî dît, yên bi min re nedîtin. Lê lerizînekê bi wan girt û ji bo ku xwe veşêrin reviyan.
Bi vî awayî ez tenê mam, min ev dîtiniya mezin dît û taqeta min nema. Rûyê min çilmisî û min nikaribû xwe bida hev.
Min dengvedana gotinên wî bihîstin, ez ketim erdê û di xeweke giran re çûm.
Piştre destek li min ket, wî ez rakirim ser dest û çokan.
Wî ji min re got: “Daniyêlo, zilamê ku gelek jê hatiye hezkirin. Rabe ser lingan û gotinên ku ez ji te re dibêjim fêm bike. Çimkî ez hatim ba te.” Piştî vê gotinê ez bi lerizîn rabûm ser lingan.
Wî ji min re got: “Netirse Daniyêl! Ji roja ku te biryar da fêmdar bibî û xwe li ber Xwedê bitewînî vir ve, duaya te hat bihîstin. Loma ji ber gotinên te ez hatim.
Lê serekê welatê Parsan, bîst û yek rojan li dijî min sekinî. Piştre, ji serekên pêşî Mîxayîl hat alîkariya min. Çimkî ez li wir, li ba Padîşahê Parsê hatibûm girtin.
Niha ez hatim ku ji te re bêjim, ka wê di rojên pêş de çi bê serê gelê te. Çimkî ev dîtinî li ser wan rojan ye.”
Gava wî ev ji min re got, min berê xwe ber bi aliyê erdê ve kir û ez bêzar mam.
Piştre, yekî ku dişibiya kurê mirovan dest da lêvên min. Min devê xwe vekir, ez peyivîm û min ji yê li ber min disekine re got: “Ezbenî, bi vê dîtiniyê re diêşim û nikarim xwe bidim hev.
Ez xulamê te, ez çawa dikarim bi te re bipeyivim? Hêza min nema, hilma min çikiya.”
Piştre yê ku dişibiya kurê mirovan cardin dest li min da û ez hêzdar kirim.
Wî ji min re got: “Netirse, tu ew kes î ku pir jê hatiye hezkirin. Silametî li ser te be. Hêzdar be, belê hêzdar be.” Çaxê ew bi min re peyivî ez hêzdar bûm û min got: “Bipeyive ezbenî, çimkî te ez hêzdar kirim.”
Wî ji min re got: “Ma tu dizanî ez ji bo çi hatim ba te? Niha ezê bizivirim û herim li dijî serekê Parsan şer bikim. Piştî ku ez çûm, wê serekê Yewnanistanê bê.
Lê ezê ya ku di Nivîsa Rastiyê de hatiye nivîsandin ji te re bêjim. Ji bilî serekê we Mîxayîl, yekî ku li dijî wan alîkariya min bike tuneye.
“Min di yeksaliya padîşahiya Daryûsê Medî de pişta wî girt û ew parast.”
Herwiha milyaket got: “Niha ez rastiyê ji te re bêjim: Wê ji padîşahiya Parsan sê padîşahî derkevin. Wê yê çaran ji hemûyan dewlemendtir be. Gava bi saya dewlemendiya xwe hêzdar bû, wê her kesî li dijî padîşahiya Yewnanistanê rake.
Piştre wê padîşahekî mêrxas rabe û bi hêzeke mezin serweriya xwe bidomîne û li gorî daxwaza xwe bike.
Bi rabûna wî re wê padîşahiya wî bişikê û ber bi çar aliyên dinyayê ve belav bibe. Wê padîşahiya wî derbasî malbata wî nebe û kesên ku li textê wî rûnin jî, wê wekî wî serweriyê nekin. Wê padîşahî hilweşe û derbasî kesên din bibe.
“Wê Padîşahê Başûr hêzdar bibe, lê wê fermandarekî wî jê hêzdartir bibe û padîşahiya wî jî wê ji Padîşahiya Başûr mezintir bibe.
Piştî çend salan wê Padîşahê Başûr bi Padîşahê Bakur re yekîtiyê çêke û keça xwe bide Padîşahê Bakur. Lê hem keçik û hem jî bavê keçikê wê hêz û bandora xwe winda bikin. Wê keçik, bavê wê û kesên di vê meselê de bûne piştgir û alîkar jî bidin dest.
“Ji malbata keçikê wê kesek bibe Padîşahê Başûr. Ew kes wê li dijî artêşa Padîşahê Bakur şer bike. Wê keleha wî zevt bike û wan têk bibe.
Wê îlahên wan, ango pûtên wan ên rijandî, bi firaxên zêr û zîvîn re hilde û bibe Misrê. Wê ji bo çend salan Padîşahê Bakur rihet bihêle.
Piştre wê Padîşahê Bakur bê û êrîşî welatê Padîşahê Başûr bike, lê belê wê bizivire ser axa xwe.
Wê kurên wî xwe ji bo şer amade bikin û artêşeke mezin bicivînin. Wê artêş wekî lehiyê rabe, ya ku bikeve ber, bi xwe re bibe û heta pêş keleha Padîşahê Başûr bê.
“Wê Padîşahê Başûr hêrs bibe û here li dijî Padîşahê Bakur şer bike. Bi ser ku Padîşahê Bakur artêşeke mezin civandiye jî, wê ev artêş bikeve destê Padîşahê Başûr.
Gava ev artêşa mezin ji holê hat rakirin, wê Padîşahê Başûr qure bibe. Wê bi deh hezaran mirovan bikuje, lê wê bi ser nekeve.
Çimkî wê Padîşahê Bakur artêşeke mezintir bicivîne, piştî çend salan, bi artêşeke baş amadekirî re bê.
“Wê gelek kes li hember Padîşahê Başûr derkevin. Wê ji gelê te hinek zordar jî, ji bo ku dîtinî bê cih serî hildin, lê wê têk herin.
Piştre wê Padîşahê Bakur bê, axê bispêre ber sûran, bike palsipêr û bajar bixe destê xwe. Wê hêzên Padîşahê Başûr li ber wî nesekinin û leşkerên wî yên bijare jî nikaribin li ber xwe bidin.
Li hember yên ku li ber wî rabûne, wê li gorî dilê xwe bike û tu kes li pêş wî nesekine. Wê bi armanca hilweşandinê Welatê Xweş dagir bike.
Wê hemû hêza padîşahiya xwe bicivîne û bixwaze ku bi ser Padîşahê Başûr ve here. Ji bo ku welatê wî wêran bike, wê keça xwe bide wî, lê wê fen û fûtên wî bi ser nekevin û bi kêrî wî neyê.
Piştre wê berê xwe bi aliyê welatên li ber keviyên deryayan ve bike û piraniyê bi dest bixe. Lê wê fermandarek dawiyê li quretiya wî bîne û pozbilindiya wî lê bizivirîne.
Paşê wê Padîşahê Bakur kelehên welatê xwe talan bike, lê wê biterpile, bikeve û neyê dîtin.
“Padîşahê ku bikeve şûna wî, ji bo rûmeta padîşahiya xwe wê yekî ku bi zorê bacê dicivîne bişîne. Lê wê piştî demeke kurt, bêyî şer û pevçûnê bişikê.
“Wê yekî ku ji rûmeta padîşahiyê bêpar e û kêm tê dîtin bikeve şûna wî. Hê ku gel di ewledariyê de ye, wê bi fen û fûtan padîşahiyê bi dest bixe.
Wê li ber wî, artêşên pir mezin li ber xwe nedin û bişikên. Wê pêşengê gelê peymanê jî bê kuştin.
Her kesê ku bi wî rêberê kêmdîtî re peymanekê çêke, wê ji aliyê wî ve bê xapandin. Piştgirên wî kêm in, lê dîsa jî wê hêzdar bibe.
Di dema aştiyê de wê bikeve herêmên welat ên herî dewlemend û tiştên ku ne bavê wî, ne jî bav û kalên wî nekirine wê bike. Wê malê talên û serweta vê herêmê, di nav piştgirên xwe de belav bike. Wê fen û fûtan çêke ku kelehan bi dest bixe, lê wê dema wî kurt be.
“Wê hêz û wêrekiya xwe bicivîne û bi artêşeke mezin li dijî Padîşahê Başûr rabe. Wê Padîşahê Başûr jî bi artêşeke gelekî mezin û hêzdar şer bike. Wê li ber xwe nede, çimkî li dijî wî fen û fûtan çêkirine.
Yên ku ji sifreya wî ya xweş dixwin, wê li şikestina wî bigerin. Wê artêşa wî belav bibe û gelek kuştî bikevin.
Bi niyeta xerab wê herdu padîşah li ser sifreyê rûnin û ji hev re derewan bêjin. Lê wê ev yek feyde neke. Çimkî Xwedê biryar daye ku dawiya van tiştan wê kengê bê.
Wê Padîşahê Bakur bi talanekî mezin bizivire welatê xwe. Lê wê dilê wî li dijî Peymana Pîroz be. Gava vegere welatê xwe, tiştên ku dixwaze wê bike.
“Wê di dema diyarkirî de bi artêşa xwe re bizivire û ber bi aliyê başûr ve biçe. Lê vê carê wê wekî berê nebe.
Çimkî wê gemiyên ji rojava bi ser wî de bên û wê cesareta wî bişikê. Li ser vê yekê wê bizivire, bi hêrs li dijî gelê Peymana Pîroz rabe. Herçî ew in ku dev ji Peymana Pîroz berdane, wê rûmetê nîşanî wan bide.
“Wê leşkerên wî herin Pîrozgeh û kelehê biherimînin. Pêşkêşiya rojane rakin, tiştên herî kirêt ên xerabkirinê deynin.
Wê Padîşahê Bakur, kesên ku peyman xera kirine bi şelafî û hîlekarî bikişîne aliyê xwe, lê gelê ku Xwedayê xwe nas dike wê bi mêrxasî li dijî wî derkeve.
“Wê mirovên şehreza yên gel, pir kesî serwext bikin. Lê wê ji bo demeke kurt bi şûran bên kuştin, şewitandin, dîlgirtin û şelandin.
Gava ketin tengasiyê, wê hinekî alîkarî bistînin. Lê gelek kes wê bêyî dilê xwe tevli wan bibin.
Wê hinek şehreza biterpilin. Lê beriya dema dawiyê wê xwe pîr û pak û bêqisûr bikin. Çimkî dema dawiyê wê di dema kifşkirî de bê.
“Wê padîşah li gorî dilê xwe tevbigere. Wê xwe bilind bike, xwe ji her îlahî mezintir bike û tiştên kirêt li dijî Xwedayê Herî Mezin bêje. Heta ku Xwedê xezeba xwe bibarîne, wê bi ser bikeve. Çimkî ya ku biryar daye wê pêk be.
Wê ne ji îlahên bav û kalên xwe re, ne ji ya ku îlahê jin jê hez dikin û ne jî, ji tu îlahekî din re biperizin. Çimkî wê xwe di ser wan hemûyan re bibîne.
Wê di şûna wan de, îlahê kelehan birûmet bike. Wê zêr û zîv, kevirên hêja û diyariyên biha pêşkêşî îlahekî bike ku bav û kalên wî nas nake.
Wê bi alîkariya îlahekî xerîb êrîşî kelehên herî asê bike, her kesê ku bi vî îlahî dizane birûmet bike û wan li ser serê gelekan bike serwer. Wê welêt, wekî xelatê di navbera wan de parve bike.
“Di dema dawî de wê Padîşahê Başûr li dijî Padîşahê Bakur şer bike. Wê Padîşahê Bakur bi erebeyên şer, bi hespan, bi gelek gemiyan re wekî bagerê bê. Wekî lehiyê wê bi ser welatan ve bibare û wan wêran bike.
Wê bikeve Welatê Xweş û wê gelek welat jî bikevin. Lê wê serekên Edom, Moav û Emmonê ji destê wî xilas bibin.
Wê destê xwe dirêjî gelek welatan bike û welatê Misrê jî, ji destê wî rizgar nebe.
Wê xezîneyên zêr û zîv, hemû tiştên hêja yên Misrê bixe bin destê xwe. Wê Hebeşî û Lîbyayî jî bikevin bin destê wî.
Lê belê xeberên ku ji rojhilat û ji bakur bên, wê wî aciz bikin. Wê bi xezeba mezin tevbigere ku piraniya wan helak bike û bi tevahî tune bike.
Wê di navbera deryayê û Çiyayê Pîroz ê delal de konên padîşahiyê deynin. Lê dîsa jî wê ev bibe dawiya wan û wê tu kes alîkariya wan neke.
“Di vê navberê de serekê mezin, Mîxayîlê ku gelê te diparêze rabe. Wê tengasiyeke ji roja ku hûn bûne milet heta îro nehatiye dîtin çêbibe. Wê gavê wê gelê te, hemû kesên ku di nivîsê de hatine nivîsandin rizgar bibe.
Gelek kesên di nav toza erdê de wê hişyar bibin. Wê hinek bigihîjin jiyana herheyî, hinek jî şermezar bibin û ber bi jiyaneke rûreş ve bên şandin.
Wê kesên şehreza wekî qûbeya ezmanî, kesên ku gelek mirovan li rastiyê zivirandine wekî stêran her û her bibiriqin.
Lê tu, Daniyêlo, heta dema ku dawî hat, van gotinan veşêre û nivîsê mor bike. Ji bo ku agahiya wan zêde bibe, wê gelek kes lê bikolin.”
Ez Daniyêl, min dît va ye du zilamên din, yek li vî aliyê çêm, yek jî li aliyê din ê çêm disekine.
Îcar yekî ji zilamê ku li ser ava çêm disekine û kitan li xwe kiriye re got: “Wê kengê dawiya van karên nedîtî bê?”
Min zilamê ku li ser ava çêm e û kitan li xwe kiriye bihîst. Wî destê xwe yê rastê û destê xwe yê çepê ber bi ezmanan ve bilind kir, bi navê yê ku her û her dijî sond xwar û got: “Wê ji bo demekê, ji bo sê sal û nîvan bidomîne. Gava hêza gelê pîroz bi tevahî qedandin, wê ev tişt hemû biqedin.”
Min bihîst, lê min fêm nekir, loma min got: “Ezbenî, wê kengê dawiya vê yekê bê?”
Wî got: “Daniyêlo, tu here, çimkî heta dema dawiyê ev tişt veşartî û morkirî ne.
Wê gelek kes xwe pîr û pak bikin û bêqisûr bikin. Wê xerab xerabiya xwe bidomînin û fêm nekin. Lê belê yên şehreza wê fêm bikin.
“Ji dema ku pêşkêşiya rojane hat rakirin û tiştê kirêt ê ku di şûna wê de hat danîn vir ve wê 1.290 roj derbas bibin.
Xwezî bi wî ku li ber xwe dide û digihîje 1.335 rojan.
“Daniyêlo, heta roja dawiyê, riya xwe bidomîne. Tê bigihîjî aramiyê û piştî di dawiya rojan de tê hişyar bibî û xelata xwe bistînî.”
Gotina Xudan a ku di rojên Ûzziya, Yotam, Ahaz û Hîzqiya, padîşahên Cihûdayê û rojên Yarovamê kurê Yehoaş, Padîşahê Îsraêlê de ji Hoşêyayê kurê Beêrî re hatiye, ev e.
Gotina Xudan a pêşî ku bi riya Hoşêya hat ev e: Xudan ji Hoşêya re got: “Here ji zinakaran jinekê ji xwe re bîne ku jê zarokên zinayê çêbin. Ji ber ku gelê welêt dev ji min berda, zinayê dike.”
Bi vî awayî Hoşêya çû û bi Gomera keça Dîvlayîm re zewicî. Jin bi zaro ma û kurek jê re anî.
Xudan jê re got: “Navê kurik deyne Yîzreyêl. Çimkî di demeke nêzîk de ezê tola xwîna ku li Yîzreyêlê hatiye rijandin, ji Mala Yêhû bistînim û dawiya padîşahiya Mala Îsraêl bînim.
Wê rojê ezê li Deşta Yîzreyêlê kevanê Îsraêl bişikênim.”
Jin careke din bi zaro ma û keçek anî. Xudan ji Hoşêya re got: “Navê wê bike Lo-Ruhama. Ji ber ku ezê êdî li ber Mala Îsraêl nekevim, ezê nebexişînim.
Lê ezê li ber Mala Cihûda bikevim. Ezê wan bi Xwedayê wan Xudan rizgar bikim, ne ku bi kevan, şûr, şer, hesp û siwaran.”
Gava jinik Lo-Ruhamayê ji şîr vekir, dîsa bi zaro ma û kurek anî.
Xudan ji Hoşêya re got: “Navê wî deyne Lo-Ammî. Ji ber ku hûn ne gelê min in, ez jî ne Xwedayê we me.
“Lê dîsa jî hejmara Îsraêliyan wê wekî sêlaka deryayê be. Wê neyê hejmartin û pîvan. Li cihê ji wan re dihate gotin: ‘Hûn ne gelê min in’ wê ji wan re bê gotin: ‘Hûn zarokên Xwedayê Jîndar in.’
Gelên Cihûda û Îsraêl wê ji nû ve bibe yek. Wê ji xwe re serekekî tekane kifş bikin û wê ji welatê xwe derkevin. Ji ber ku wê roja Yîzreyêlê bibe rojeke mezin.
“Ji birayên xwe re bêjin ‘Ammî,’ ji xwişkên xwe re bêjin ‘Ruhama.’
“Erzê diya xwe bişikênin, erzê wê! Çimkî êdî ew ne jina min e, Ez jî ne mêrê wê me. Bila zinakariyê ji ser rûyê xwe, Fahîşetiyê jî, ji sing û berê xwe bavêje.
An na ezê wê şilfîtazî bikim, Ezê bikim wek roja ku ji diya xwe bûye. Ezê wê bikim çol û berî, Ezê bikim erdê ziwa Û ji bêaviyê bikujim.
Ezê li ber zarokên wê nekevim, Ji ber ku ew zarokên zinayê ne.
Diya wan zina kir, Li wan bi zaro ma, riswatî kir. Got: ‘Ezê li pey yarên xwe herim. Ew av û nan, hirî û kitan, Meyê û rûnê zeytê didin min.’
Ji ber vê yekê ezê riya wê bi sincê bigirim, Ezê dîwêr li ber wî rakim Ku riya xwe nebîne.
Wê li pey yarên xwe bikeve Lê wê negihêje wan. Wê li wan bigere, Lê wê wan nebîne. Wê gavê wê bêje: ‘Ez vegerim mêrê xwe yê berê, Rewşa min a wê demê ji ya niha baştir bû!’
Lê wê nizanibû ku min ev tişt dabûn wê; Dexil, şerab û rûnê zeytê. Min bi têra xwe zîv dabû wê, Wê jî ew zêr pêşkêşî Baal kir.
Ji ber vê yekê ezê di dema wê de dexlê xwe, Di demsala wê de şeraba xwe jê bistînim. Ezê yekser kitan û hiriya xwe bistînim Ku bedena wê radipêçe.
Ezê niha li ber çavên yarên wê Eybên wê derxim holê. Wê tu kes wê ji destê min dernexe.
Ezê dawî li tevahiya şabûnê wê, Cejnên wê yên Heyva Nû û Rojên Septê, Tevahiya cejnên wê yên kifşkirî, bînim.
Ezê mêw û darhejîrên wê wêran bikim ku li ser wan digot: ‘Ev destmiza min e, yarên min ev dan min.’ Ezê wan bikim daristan, Wê ji heywanên çolê re bibin çêre.
Ezê cezayê rojên ku wê ji Baalan re bixûr pêxistibû bidim; Wê xwe bi guhar û gustîlan xemilandibû, Dabû pey yarên xwe Û wê ez ji bîr kiribûm.” Ev e gotina Xudan.
“Ji bo vê yekê ezê niha wê qane bikim û bibim beriyê, Ezê li gorî dilê wê pê re biaxivim.
Gava em ji wir vegerin, ezê rezên wê bidimê. Deşta Exorê jê re bikim deriyê hêviyê. Li wir wekî di rojên ciwaniyê de, Wekî dema ji welatê Misrê derketiye Wê bi şahî bersiva min bide.”
Gotina Xudan ev e: “Wê rojê, tê ji min re bêjî ‘Mêrê min,’ Êdî tê ji min re nebêjî ‘Baalê min.’
Ezê ji devê wê navê Baalan bavêjim, Wê careke din navê wan neyê ser ziman.
Wê rojê ezê bi heywanên çolê re, Bi teyrên ezmanan re, Bi afirîdên ku bi erdê ve dişêlin re, Ji bo gelê xwe peymanekê çêkim; Ezê ji welêt şûr, kevan û şer rakim, Ezê wan di nav ewledariyê de razînim.
Tê heta hetayê bibî zewceya min. Ezê jî bi rastî û edalet, bi kerem û dilovaniyê, Bi te re bizewicim.
Ezê bi dilsozî bi te re bizewicim Û tê Xudan nas bikî.”
Gotina Xudan ev e: “Wê rojê ezê bersivê bidim Ezê bersiva ezmanan bidim, Ewê jî bersiva erdê bidin.
Erd wê bersiva dexil, Şeraba nû û rûnê zeytê bide. Ewê jî bersiva Yîzreyêl bidin.
Ezê wê li welêt ji bo xwe daçikînim. Ezê li ber Lo-Ruhama, bikevim. Ezê ji Lo-Ammî re bibêjim ‘Tu gelê min î.’ Ewê jî, ji min re bêje: ‘Tu Xwedayê min î.’”
Xudan dîsa ji min re got: “Here ji jinika ku yarê wê heye û zinakariyê dike hez bike, çawa Xudan ji Îsraêliyên ku berê xwe dan îlahên din û dil dan bastîqê tirî hez dike.”
Bi vî awayî min ew bi panzdeh şekelî zîv, homerek û letekek ceh ji xwe re anî
û jê re got: “Tê demeke dirêj bi min re bijî. Tê zinayê nekî, li pey tu mêran nekevî. Ezê jî nêzîkî te nebim.”
Çimkî gelê Îsraêl wê demeke dirêj bê padîşah û serek, bê qurban û kevirbel, bê êfod û pûtê malê bimînin.
Paşê wê Îsraêlî vegerin û li Xwedayê xwe Xudan û padîşahê xwe Dawid bigerin. Di rojên pêş de, wê xwe bispêrin tirs û kerema Xudan.
Ya gelê Îsraêl, guh bidin gotina Xudan, Ji ber ku doza Xudan bi şêniyên welêt re heye: “Li welêt dilsozî, dilovanî û zanîna Xwedê tuneye.
Nalet, derew, mêrkujî, dizî û zina her derî dagirtiye. Zordariyê dikin û xwîna hev dirijînin.
Ji ber vê yekê welat şînê dike, Her kesê lê rûdine ziwa dibe. Heywanên çolê, teyrên ezmanan, Masiyên deryayê jî tune dibin.
“Bila kesek dozê li hev neke, Bila kes kesî sûcdar neke. Jixwe gelê te dozê li kahinan dikin.
Tê bi roj biterpilî. Pêxember jî wê bi şev bi te re biterpile. Ezê te bê dê bihêlim.
“Gelê min ji nebûna zanînê tune bû. Ji ber ku te zanîn red kir, Ezê te ji kahintiya xwe red bikim. Te Şerîeta Xwedayê xwe ji bîr kir. Ezê jî zarokên te ji bîr bikim.
Her çiqas kahin zêde bûn, Li dijî min ewqas guneh kirin. Ezê rûmeta wan veguhezînim şermê.
Bi gunehên gelê min xwe têr dikin, Ji sûckirina wan pir kêfxweş in.
Tiştên hatine serê gel Wê bên serê kahinan jî. Ji bo riyên wan ezê wan ceza bikim, Kirinên wan jî ezê bînim serê wan.
Wê bixwin lê têr nebin. Wê zinayê bikin lê zêde nebin. Çimkî wan dev ji spartina Xudan berda.
“Zina, şeraba kevin û şeraba nû Hiş û aqil di serê mirovan de nahêlin.
Gelê min bi pûtekî darîn dişêwire, Darê wî bersiva wî dide! Ruhê zinayê ew ji rê derxist, Ji Xwedayê xwe dûr ket û zina kir.
Li serên çiyayan qurban serjê dikin, Li ser giran, Li binê darmazî, spîndar û darberûyan bixûr pêdixin, Çimkî siya wan daran xweş e. Herwiha keçên we li wê derê fahîşetiyê dikin, Bûkên we jî zinayê.
Ji ber fahîşetiya wan, ezê keçên we, Ji ber zinaya wan, ezê bûkên we ceza nekim. Çimkî mêrên we bi fahîşeyan re hevşa dibin, Bi laşfiroşên pûtperestiyê re qurbanan serjê dikin. Gelê bêferaset wê xera bibe.
“Ya Îsraêl, tu zinayê jî bikî, Qet nebe bila Cihûda sûc neke. “Neçin Gîlgalê û hilnekişin Bêtawenê ‘Bi navê Xudanê Jîndar’ sond nexwin.
Ji ber ku Îsraêl wek çêlekeke serhişk, serhişkî kir, Ma êdî wê Xudan wan wekî berxikan Li mêrgên berfirehiyê biçêrîne?
Efrayîm pişta xwe bi pûtan girê da, Bihêle, bila bike!
Gava şerab xilas dibe, ew zinayê dikin. Serekên wan ji şermezariyê zehf hez dikin.
Bahozê ew li baskên xwe rapêçandin, Wê ji ber qurbanên xwe şermezar bibin.
“Ya kahinno, guh bidin vê yekê! Ya Mala Îsraêl, baş guhdarî bikin! Ya kesên li qesra padîşah bibihîzin! Çimkî ev hikim li ser we ye. Hûn li Mîspayê bûn dafik, Li Çiyayê Tavorê bûn toreke raxistî.
Serhildêr her ku çû dane navê, Lê ezê hemûyan bînim rê.
Ez Efrayîm nas dikim, Erê, Îsraêl ji min ne veşartî ye. Ya Efrayîm! Ji ber ku êdî te zina kir, Îsraêl qirêj bû.
Karên wan nahêlin ew vegerin Xwedayê xwe. Ji ber ku di nav wan de ruhê zinayê heye, Ew Xudan nas nakin.
Quretiya Îsraêl şahidiyê lê dike. Efrayîm ango gelê Îsraêl, li sûcê xwe diterpile, Cihûda jî bi wan re diterpile.
Wê bi pez û dewarên xwe herin li Xudan bigerin, Lê wê nebînin. Çimkî Xudan ji wan dûr ketiye.
Bêbextiyê bi Xudan kirin, Bêyî ku bizewicin zarok çêkirin. Êdî Heyva Nû wê wan û zeviyên wan daqurtîne.
“Li Gîvayê li boriyê, Li Ramayê li zirneyê bixin! Banga şer li Bêtawenê bikin, Binyamînîno! Dijmin li pey we ye!
Di roja darizandinê de, Wê Efrayîm xerab bibe, Tiştên ku wê esse pêk bên, Ez niha bi eşîrên Îsraêl didim zanîn.
Serekên Cihûdayê mîna wan kesan in Ku cihê kevirên sînor diguherînin. Ezê xezeba xwe wekî lehiyê bi ser wan de bînim.
Efrayîm hat tengezarkirin, Li ber dîwanê hat perçiqandin, Çimkî wî biryar daye ku li pey tiştên pûç û vala here.
Ez ji bo Efrayîm wekî bizûzê me, Ji bo Mala Cihûda jî wekî kifikê me.
“Gava Efrayîm nexweşiya xwe, Cihûda birîna xwe dît, Efrayîm çû Aşûrê Û ji padîşahê mezin alîkariyê xwest. Lê ew nikare şifa bide we, Nikare birîna we bikewîne.
Çimkî ezê li dijî Efrayîm bibim wekî şêrek, Ji bo Mala Cihûda bibim wekî şêrekî ciwan. Ezê wan perçe bikim û bihêlim, Ezê wan bibim û wê tu kes rizgar neke.
Paşê ezê vegerim cihê xwe, Heta ew sûcên xwe qebûl bikin Û li rûyê min bigerin, li wir bimînim. Gava bikevin tengasiyê, wê li min bigerin.”
Werin, em li Xudan vegerin. Wî em perçe kirin, Wê me baş jî bike. Wî em birîndar kirin, Wê birîna me jî bipêçe.
Piştî du rojan wê me vejîne, Di roja sisêyan de wê me rake ser piyan Ku em li pêş wî bijîn.
Em Xudan nas bikin, Em bikevin pey naskirina wî. Wê li me mîna ronahiya serê sibê esse xuya bibe. Hatina wî wê wek baranê, Wekî barana biharê ku av dide erdê.
Xudan wiha dibêje: “Ya Efrayîm ez çi bikim ji te? Ya Cihûda ez çi bikim ji te? Dilovaniya we mîna mija serê sibê ye, Mîna xunava zû radibe û diçe.
Loma min bi riya pêxemberan ew perçe kirin, Min ew bi gotinên devê xwe kuştin. Hikmên min mîna ronahiyê derket.
Çimkî ez dilovaniyê dixwazim, ne qurbanê. Ji qurbanên şewitandinê bêtir, Zanîna Xwedê dixwazim.
Lê wan li bajarê Adamê Peyman binpê kir. Li wê derê li min bêbextî kirin.
Gîlad bajarê xerabkaran e, Bi şopên xwînê tije ye.
Wekî komên rêbiran kemîn datînin, Koma kahinan jî wisa ye. Di riya Şexemê de mirovan dikujin, Bi rastî jî riswatiyê dikin.
Min di nav Mala Îsraêl de tiştekî tirsdar dît: Efrayîm ketiye nava zinayê, Îsraêl qirêj bûye.
“Ya Cihûda ji bo te jî Rojeke berhilanînê hate kifşkirin. “Kengê min xwest gelê xwe vegerînim firehiya berê,
“Kengê min xwest şifayê bidim Îsraêl, Sûcên Efrayîm, Xerabiyên Sameryayê derdikevin meydanê. Ew hîle dikin. Diz dikevin malan, Li derve komên rêbiran şelandinê dikin.
Lê ew nafikirin, Ez tevahiya xerabiyên wan tînim bîra xwe. Gunehên wan ew dorpêç kirine, Va ye li ber çavê min in.
“Padîşah bi xerabiyên xwe, Serekan bi derewên xwe dilşa dikin.
Hemû zinakar in. Dilê wan wek tenûra nanpêj disincire; Ewqas gur û geş e ku heta hevîr bistre û tirş bibe, Hewce nake nanpêj tenûrê tev bide.
Di roja şahiya padîşahê me de, Serek xwe ji ber dijwariya şerabê nexweş kirin. Padîşah jî dest da tinazkaran.
Bi fen û fûtên xwe, Dilê xwe wek tenûrê amade dikin. Hêrsa wan tevahiya şevê didome. Gava dibe serê sibê, Wek pêta êgir geş dibe.
Hemû wekî tenûra sincirî ne, Ew serekên xwe dadiqurtînin û dixwin. Tevahiya padîşahên wan ketin, Di nav wan de kesekî ku gazî min bike tuneye.
“Efrayîm tevli gelên din dibe, Ew bû mîna nanê nîvpehtî.
Hêza wê xerîban xwar, Lê ew nizane. Por lê spî bû, Lê ew nizane.
Quretiya Îsraêl şahidiyê lê dike. Lê tevî ku wisa ye jî, Li Xwedayê xwe Xudan venegeriyan, Ew lê negeriyan.
“Efrayîm wekî kevokeke sexik û bêaqil e; Ew gazî Misrê dikin, Ew diçin Aşûrê.
Gava ew herin, Ezê tora xwe bavêjim ser wan. Ezê mîna teyrên ezmanan wan daxim jêr; Her wekî ji komên wan re hatiye ragihandin, Ezê wan bînim rê.
Wey li wan! Çimkî ew ji min dûr ketin. Hilweşandin ji wan re! Çimkî wan bêbextî li min kir. Ez dixwazim wan rizgar bikim, Lê wan derew li min kir.
Ji dil lavayî min nekirin, Lê li ser nivînên xwe dizarin. Ji bo dexil û şeraba nû Xwe bi kêran birîndar dikin, Pişta xwe didin min.
Min ew perwerde kirin, Hêz da zendên wan, Lê ew fen û fûtan li min dikin.
Vedigerin, Lê ne ber bi Yê Berz ve; Ew wek kevanê bêkêr bûn. Ji ber hêrsa zimanê wan, Wê serekên wan bi şûran bikevin. Wê ev tişt li welatê Misrê, Bibin sedema tinazan.
“Li boriyê bixin! Dijmin wekî teyr bi ser Mala Xudan ve tê. Ji ber ku Îsraêl peymana min binpê kir, Li dijî Şerîeta min derket.
Ew ji min lava dikin û dibêjin: ‘Ya Xwedayê me, em Îsraêlî Te nas dikin!’
Îsraêl tiştên qenc red kir, Wê dijmin bikeve pey wan.
Wan padîşah danîn, lê ji min nepirsîn; Serek ji xwe re kifş kirin, Lê haya min ji wan tunebû. Wan ji zêr û zîvên xwe ji xwe re pût çêkirin, Loma wê helak bibin.
Ya Samerya, golikê te hate redkirin. Hêrsa min li dijî wan rabû, Ma heta kengê wê negihîjin paqijiyê?
Ew karê Îsraêliyan e, Hosteyekî ew pûtê golikî çêkir; Ew ne Xwedê ye! Wê golikê Sameryayê bê perçekirin.
Ji ber ku ew bayê diçînin, Wê bagerê hilînin. Genimê bêsimbil nabe arvan; Bibe jî wê xerîb daqurtînin.
“Îsraêl hat daqurtandin, Ew niha di nav miletan de, Mîna firaxekî ye ku kesek naecibîne.
Wekî kerê çolê ku bi tena serê xwe digere, Ew çûn Aşûrê. Efrayîm bi pere yar ji xwe re girtin.
Tevî ku di nav miletan de bi pere yar ji xwe re girtibin jî, Ezê niha wan bidim hev û ceza bikim. Wê di bin nîrê padîşahê serekan de biperçiqin.
“Efrayîm ji bo pêşkêşiyên gunehan gorîgeh zêde kirin, Lê ev bûn gorîgehên gunehkirinê.
Min gelek tiştên Şerîeta xwe ji wan re nivîsandin, Lê li gorî wan tiştên ecêb bûn.
Ew ji min re qurban serjê dikin, Ew bixwe jî dixwin. Lê dîsa jî Xudan ji wan qurbanan ne razî ye. Wê niha neheqiyên wan bîne bîra xwe, Wê cezayê gunehên wan bide; Wê vegerin Misrê.
Îsraêl Afirînerê xwe ji bîr kir. Ji xwe re qesir çêkirin. Cihûda bajarên bisûr zêde kirin. Lê ezê êgir bi ser bajarên wan de bibarînim. Ev agir wê bircên wan daqurtîne û tune bike.”
Ya Îsraêl, şa nebe! Wek gelên din kêfxweş nebe! Ji ber ku te bêbextî li Xwedayê xwe kir, Te zina kir. Di tevahiya bênderên dexlan de, Te ji destmiza fahîşeyan hez kir.
Wê bênder û mehsere gel têr nekin, Hêviya şeraba nû wê vala derkeve.
Wê li diyarê Xudan nemînin, Wê Efrayîm vegere Misrê Û wê li Aşûrê xwarina nepak bixwin.
Wê pêşkêşiyên şerabê ji Xudan re nerijînin, Wê qurbanên wan wî razî nekin. Pêşkêşiyên wan bibe wek nanê şînê Ku kesê bixwe nepak bibe. Wê nanê wan tenê zikê wan têr bike; Ew nan wê nekeve Mala Xudan.
Hûnê di roja cejnê de, Di roja cejna Xudan de çi bikin?
Çimkî heke ji ber helakê birevin û xilas jî bibin, Wê Misir wan bide hev, Wê Memfîs wan binax bike. Tiştên wan ên zîv ên binirx, Wê bibin ên giyayê gezgezkê, Wê di konên wan de dirî şîn bibin.
Rojên cezakirinê hatin, Rojên hesabkirinê hatin, Bila Îsraêl vê bizanibe! Lê ji ber zêdebûna sûcê te Ji ber mezinahiya dijminatiya te, Li gorî we pêxember ehmeq, Mirovê ruhanî jî dîn e!
Ji bo Xwedê, pêxember nobedarê Efrayîm e. Lê li seranserê riyên wî dafik hene, Li Mala Xwedayê wî jî dijminatî heye!
Wek di rojên Gîvayê de, Her ku çû dilê wan xerabtir bû. Xwedê wê neheqiyên wan bi bîr bîne, Cezayê gunehên wan bide.
“Min Îsraêl li çolê wek weşiyeke tirî dît, Bav û kalên we wekî berê pêşî yê darhejîrê dît. Lê ew hatin Baal-Peorê û xwe spartin tiştê şermê, Bi qasî tiştê ku jê hez dikirin kirêt bûn.
Loma rûmeta Efrayîm wê wek çivîkekê bifire û here, Wê ne zarokanîn, ne bizarobûn, Ne jî bizaromayîn hebe.
Heke zarokên xwe mezin jî bikin, Ezê wan bêzarok bihêlim Ku kesek nemîne. Wey li wan kesan Ku ez wan biterikînim!
Demekê min Efrayîm dît, Ew wek Bajarê Sûrê bû Ku li mêrga xweş hatiye danîn. Lê niha divê Efrayîm zarokên xwe bajo ber mêrkujan.”
Ya Xudan, tiştê ku tê bidî wan bide! Zikên ku zarok jê diçin, Pêsîrên ji şîr ketî bide.
“Tevahiya xerabiyên wan li Gîlgalê destpê kir. Loma min li wê derê ji wan nefret kir. Ji ber xerabiya karên wan Ezê wan ji mala xwe bavêjim. Êdî ezê ji wan hez nekim, Tevahiya serekên wan serhildêr in.
Li Efrayîm hat xistin. Koka wan ziwa bû, Wê êdî ber nedin. Heke ew zarokan bînin dinyayê jî, Ezê berê zikê wan ê delal bikujim.”
Xwedayê min wê wan red bike, Çimkî guh nedan wî. Wê di nav miletan de Wek ewareyan bigerin.
Îsraêl mêweke berdar e Ku fêkiyê xwe dide. Li gorî zêdebûna fêkî, Gorîgehên xwe jî zêde dikirin. Li gorî zêdebûna xweşiya welatê xwe, Kevirbel jî xweşik dikirin.
Dilê wan hîlekar e, Divê ew niha cezayê sûcên xwe bikişînin. Wê Xudan gorîgehên wan bişikêne Û kevirbelên wan xera bike.
Wê gavê wê bêjin: “Padîşahê me tuneye, Çimkî em ji Xudan netirsiyan! Heke padîşahê me hebûya jî, Gelo wê çi ji me re bikira?”
Gotinên vala dikin, Peymanan girê didin, Sondên derewîn dixwin. Loma jî dozên wan Wê mîna giyayê bi jehrî li zeviyên ajotî şîn bibin.
Ji ber pûtê golikî yê li Bêtawenê. Xelkê Sameryayê wê bitirse. Wê gelê wî li pey wî şînê bike, Wê kahinên pûtperest ên wî şîn bikin. Çimkî rûmeta wî çûye.
Herwiha wê ew pût, Ji padîşahê mezin re wekî diyarî, Ji Aşûrê re bê şandin. Wê bibe şerma Efrayîm, Îsraêl ji ber şîreta xwe, wê şerm bike.
Samerya, tevî padîşahê xwe Wê wek qirşika li ser avê here û winda bibe.
Wê bilindciyên perizînê yên Awenê xera bibin, Ew bû gunehê gelê Îsraêl. Wê li ser gorîgehên wan stirî û dirî şîn bibin. Wê ji çiyayan re bêjin: “Me veşêrin!” Wê ji giran re bêjin: “Bi ser me de bikevin!”
“Ya Îsraêl ji rojên Gîvayê ve te guneh dikirin; Hûn hê jî wisa dikin. Şerê li Gîvayê ya li dijî xeraban, Ma nakeve ser wan?
Gava ez bixwazim, ezê wan bînim rê. Ji ber ku wan xwe bi cotê gunehan ve girê da, Wê netewe li dijî wan li hev bicivin.
Efrayîm wek çêleka perwerdekirî ye, Ew ji gêrekirinê hez dike. Ezê nîr bixim stûyê wê yê bedew, Ezê bi Efrayîm bidim cotkirin, Bila Cihûda jî cot bike. Wê ziriyeta Aqûb ji bo xwe tevrik bike.
Hûn ji bo xwe rastiyê biçînin, Ji bo xwe berê dilovaniyê hilînin. Erdê xwe yê beyar cot bikin. Çimkî dema lêgerîna Xudan e, Wê bê û rastiyê li ser we bibarîne.
We xerabî cot kir, We neheqî dirût, We berê derewan xwar. We bawerî bi riya xwe Û zêdebûna mêrxasên xwe anî.
Loma wê di nav gelê we de, xirecira şer derkeve, Wê tevahiya bircên te bên hilweşandin. Çawa ku Şalman di roja şer de Bêtarbêlê xera kir, Dayik û zarok li erdê xistin û perçe kirin.
Ya Bêt-Êl, ji ber xerabiya te ya mezin, Wê ev tişt bên serê te jî. Wê serê sibê Padîşahê Îsraêlê esse helak bibe.
“Hê gava Îsraêl zarok bû min jê hez kir, Min ji Misrê gazî kurê xwe kir.
Her gava pêxemberan gazî Îsraêl dikir, Îsraêl xwe ji wan dûr dixist. Qurban ji Baalan re serjê kirin, Ji pûtan re bixûr pêxistin.
Lê min Efrayîm hînî meşê kir. Min ew dan ber singê xwe, Lê fêm nekirin ku min şifa da wan.
Min ew bi benên qenciya mirovahiyê, Bi girêdanên hezkirinê hilkişandin. Min nîrê wan rakirin, Min xwe tewand û xwarin da wan.
“Wê venegerin welatê Misrê. Aşûr wê li ser wan bibe padîşah. Çimkî wan nexwest li min vegerin.
Wê li ser bajarên wan şûr hilfirin. Wê zirzeyên dergehên wan biqedîne, Ji ber fen û fûtên wan wê wan tune bike.
Gelê min bi biryar e ku ji min dûr bikeve, Heke ew gazî min, gazî Yê Berz bikin jî, Ezê bi tu awayî wan bilind nekim.
“Ya Efrayîm, ezê çawa te bidim destan? Ya Îsraêl, ezê te çawa teslîm bikim? Ezê çawa te bikim wekî Admayê? Ezê çawa wekî Sevoyîmê bi te re tevbigerim? Dilê min peritî, Dilovaniya min dikele.
Ezê hêrsa xwe ya dijwar bi ser we de neşînim, Ezê ji nû ve Efrayîm helak nekim. Çimkî ez Xwedê me, ne mirov im. Ez di nav we de Yê Pîroz im. Êdî ezê bi xezebê neyêm.
Wê li pey Xudan bimeşin, Xudanê ku wekî şêr dike himîn. Gava ew bike gurmînî jî, Wê zarokên wî ji rojava bi lerz vegerin.
Wê ji Misrê wek çivîkan, Ji diyarê Aşûrê wek kevokan bilerizin û werin. Ezê wan li malên wan bidim rûniştandin.” Ev e gotina Xudan.
Efrayîm dora min bi derewan, Mala Îsraêl bi hîleyê pêçaye. Cihûda hê jî serhildêr e, Li dijî Yê Pîroz e.
Efrayîm şivantiya bayê dike, Tevahiya rojê ketiye pey bayê rojhilat. Derew û zordariyê zêdetir dike. Bi Aşûrê re peyman girê dide, Rûnê zeytê dişîne Misrê.
Doza Xudan bi Cihûda re heye. Wê li gorî riya wî, ziriyeta Aqûb ceza bike, Wê cezayê kirinên wî bide.
Di zikê diya xwe de, Aqûb bi pehniya birayê xwe girt. Di mêrantiya xwe de, Bi Xwedê re rikeberî kir.
Bi milyaket re rikeberî kir û bi ser ket, Giriya û jê lava kir ku wî pîroz bike. Wî Xwedê li Bêt-Êlê dît, Ew li wir bi me re axivî.
Xwedayê Karîndar Xudan, Navê wî Xudan e!
Tu jî, vegere Xwedayê xwe. Dilovanî û edaletê ji xwe re bigire, Her dem li benda Xwedayê xwe be.
Wekî mêzîna destê bazirganekî, Efrayîm jî, ji xapandinê hez dike.
Ew bi xwe dibêje: “Ez gelek dewlemend bûm. Ez bûm xweyî mal, Wê di tevahiya kedên min de Neheqî û gunehê min nebînin.”
“Lê min, Xwedayê te Xudan Tu ji welatê Misrê deranî. Her wekî rojên cejnê, Ezê dîsa te di konan de bidim rûniştandin.
Min ji pêxemberan re jî digot. Min dîtinî zêde kirin, Min bi riya pêxemberan meselok gotin.”
Li Gîladê xerabî heye. Bi rastî ew qelp in, Li Gîlgalê gayan qurban dikin. Loma jî gorîgehên wan Wekî şikêrên kevirên zeviyên ajotî ne.
Aqûb reviya çû diyarê Aramê, Îsraêl ji bo jinekê bû xulam, Ji bo jinekê şivantî kir.
Xudan bi riya pêxemberekî, Gelê Îsraêl ji Misrê deranî, Bi riya pêxemberekî jî ew parast.
Efrayîm Xwedê zêde hêrs kir. Wê Reb heyfa xwîna ku rijandine bistîne, Tinazên wan li wan vegerîne.
Gava Efrayîm dipeyivî, herkes dilerizî. Ew li Îsraêlê mezin dihat hesibandin, Lê gava ew perizî Baal, sûc kir û mir.
Niha her ku diçe gunehê xwe zêde dike. Ji zîv ji xwe re pûtên rijandî, Li gorî feraseta xwe ji xwe re pût çêkirin, Hemû karên hosteyan in. Dibêjin: “Kesên qurban serjê dikin, Golikan jî maç dikin!”
Loma wê bibin mîna mija serê sibê, Mîna xunava zû radibe û diçe. Wê bibe wekî hûrika kaya li bênderê ku bi bagerê re radibe Û dûyê ji kulekê hildifûre.
“Lê Yê ku tu ji welatê Misrê deranî, Xwedayê te Xudan ez im. Tê ji bilî min îlahan nas nekî, Ji min pê ve rizgarkar tuneye.
Li çolê û li diyarê xelayê, Li te xweyî derketim.
Gava bûn xweyî mêrg, têr bûn. Lê gava têr bûn, dilê wan qure bû. Loma jî wan ez ji bîr kirim.
Ezê ji bo wan wekî şêr bim, Ezê wek piling li ber keviya rê bisekinim.
Wekî hirça ku ji ferxikên xwe hatiye veqetandin, Ezê kezeba wan perçe bikim. Ezê wekî şêremê wan li wir bixwim û tune bikim, Ezê wekî heywanên çolê wan bidirînim.
“Ya Îsraêl, tu hatî hilweşandin, Çimkî te serî li dijî min, Li dijî alîkarê xwe rakir.
Li ku ye padîşahê te Ku te li hemû bajarên te rizgar bike? Li ku ne serwerên te Yên ku te gotibû: ‘Padîşahek û serekan bide min.’
Min di hêrsa xwe de padîşah da te, Di xezeba xwe de min ew stand.
Sûcên Efrayîm hatin berhevkirin, Gunehên wî hatin tomarkirin.
Wê êşa jinên zarokan tînin, bi ser wan de bê. Ew kurekî bêaqil e. Çimkî gava wext tê, Ew ji zîkê dernakeve.
“Ezê bi fîdye wan ji diyarê miriyan, Ji mirinê rizgar bikim. Mirin! Ka felaketa te? Diyarê miriyan! Ka hilweşîna te? Ezê qet poşman nebim.
“Di nav birayên xwe de mezin jî bibe, Bayê rojhilat, hilma Xudan a ku ji beriyê radibe, Wê kaniya wî hişk bike, Wê çavkaniya wî ziwa bibe. Tiştên hêja yên xezîneya wî wê talan bibin.
Samerya wê cezayê sûcê xwe bikişîne, Çimkî li dijî Xwedayê xwe serî hilda. Wê bi şûran bikevin. Wê zarokên wan li erdê bên xistin û perçekirin, Wê zikên jinên bizaro bên qelaştin.”
Ya Îsraêl, vegere Xwedayê xwe Xudan, Çimkî tu li sûcê xwe terpilî.
Bi duayên xwe li Xudan vegerin. Jê re bêjin: “Hemû sûcên me bibexişîne. Tiştên baş qebûl bike, Em jî pêşkêşiyên lêvên xwe bidin.
Aşûr nikare me rizgar bike. Emê li hespan siwar nebin, Êdî emê ji keda destê xwe re nebêjin: ‘Xwedayê me!’ Çimkî sêwî bi te re rehmê dibîne.
“Ezê çivanokiya wan rast bikim, Ezê wan ji dil hez bikim, Çimkî hêrsa min ji ser wan rabû.
Ezê ji gelê Îsraêl re bibim wekî xunav. Wê wekî sosinan kulîlk veke, Mîna sedra Lubnanê kok vede.
Wê şax bide, Wê xweşiya wî wê bişibe darzeytûnan Û bêhna wî bibe wekî sedra Lubnanê.
Wê careke din mirov bên û li bin siya wî rûnin. Wê gelê Îsraêl wekî dexil şîn bibe, Mîna mêwê kulîlk vede. Wê bi qasî şeraba Lubnanê navdar bibe.
Ya Efrayîm, çi karê min bi pûtan re heye? Ezê bersivê bidim û ezê hay ji te hebim. Ez mîna dara çama şîn im, Fêkiyê te ji min e.”
Şehreza van tiştan fêm dike, Fêmdar wan dizane. Riyên Xudan rast in Û kesê rast di wan de dimeşe. Lê serhildêr bi wan diterpile.
Gotina Xudan a ku ji Yoêlê kurê Petûêl re hat, ev e.
Rîspîno, bibihîzin! Hemû şêniyên welêt, guh bidin! Gelo di dema we yan dema bav û kalên we de Tiştekî wiha qewimiye?
Vê yekê ji zarokên xwe re bêjin. Bila zarokên we ji zarokên xwe re, Ew jî, ji nifşê bê re bêjin.
Tişta ji ber kuliyan ma, kuliyên din xwar, Tişta ji ber wan ma, koma sisêyan xwar Û tişta ji ber wan jî ma koma çaran xwar.
Serxweşno, hişyar bin û bigirîn! Şerabvexwarno, ji bo şeraba şîrîn bizarin! Çimkî ji ser devê we hatiye hildan.
Çimkî miletekî hêzdar ê ku nayê hejmartin Bi ser welatê min ve hat. Diranê wî diranê şêran e, Erçena şêremê pê re ye.
Wî mêwên min xera kir, Darhejîrên min kirin sîx, Qalikên wan qeşartin û avêtin erdê. Çiqlên wan fîqspî bûn.
Wekî keçika destgirtiyê wê mirî ye, Çûx li xwe dike û reş girê dide!
Pêşkêşiyên dexlê û rijandinê, Ji Mala Xudan hat birîn. Kahin û xizmetkarên Xudan şînê dikin.
Zevî xera bû, ax şînê dike. Çimkî dexil xera bû, Şeraba nû çikiya Û rûnê zeytê hat birîn.
Cotkarno, ji bo ceh û genim, Li xwe bixin! Rezvanno, bizarin! Çimkî berê zeviyan helak bû.
Mêw hişk bûn, darhejîr çilmisîn. Hemû darên fêkiyan; hinar, xurme û sêv jî hişk bûn. Şahiya mirovan jî miçiqî.
Kahinno, çûxê li xwe bikin! Xizmetkarên gorîgehê bizarin! Xizmetkarên Xudan werin Û di nav çûxê de şevê biborînin! Çimkî pêşkêşiyên dexlê û rijandinê, Ji Mala Xwedayê we hatin texsîrkirin.
Dema rojiyê diyar bikin, Civîneke mezin kifş bikin. Rîspî û hemû şêniyên welêt, Li Mala Xwedayê xwe Xudan bicivînin Û ji Xudan re bikin hewar.
Ax ew roj! Çimkî Roja Xudan nêzîk e, Wekî hilweşîna Karîndar tê.
Ma xwarina me li ber çavê me, Kêf û şahiya Mala Xwedayê me nehat birîn?
Tov di bin terkên erdê de riziyan, Embar wêran bûn û kulîn hilweşiyan, Çimkî dexil nema.
Ka binêrin heywan çawa dinalin! Keriyên dewaran bêçare digerin. Çimkî mêrga wan tuneye, Keriyên pêz perîşan bûn.
Ya Xudan, ez li te dikim hewar, Çimkî êgir mêrgên çolê daqurtandin Û pêta êgir hemû darên zeviyan şewitandin.
Heywanên çolê jî bi hilkehilk gazî te dikin, Çimkî kanî ziwa bûn Û êgir mêrgên çolê daqurtandin.
Li Siyonê li boriyê bixin, Li çiyayê min ê pîroz biqîrin! Bila hemû şêniyên welêt bilerizin, Çimkî roja Xudan tê, nêzîk e.
Wê rojeke tarî û taristanê, Rojeke bi ewr û tariya kûr be. Wekî taristana bi ser çiyayan de hatiye, Refekî kuliyan ê mezin û hêzdar tê. Belayeke wiha ji demên berê ve nehatiye dîtin, Ne jî wê di nifşên bê de were dîtin.
Li pêş wan agir dadiqurtîne, Li paş wan pêta êgir dişewitîne. Li pêş wan welat wekî Bexçeyê Êdenê ye, Li paş wan wekî beriya bêkes e. Tu tişt ji destê wan rizgar nabe.
Dîtina wan dişibe hespan, Wekî hespên şer dibezin.
Wekî dengê erebeyên şer, Çawa ku dengê pêtên êgir pûş dixwe Û artêşeke hêzdar a ji şer re xwe amade dike, Ew li serê çiyan dipengizin.
Li pêşberî wan gel êşê dikişînin, Hemû rû diçilmisin.
Wekî mêrxasan dilezînin, Wekî şervanan dibezin ser sûran, Herkes bi riya xwe ve diçe, Ji rê averê nabin.
Kes kesî dehf nade, Herkes dide ser riya xwe. Di nav çekan de êrîş dikin û diçin Û nayên sekinandin.
Di nav bajêr de dilezînin, Dibezin ser sûran. Hildikişin ser malan, Wekî dizan di kulekê re dikevin hundir.
Erd li ber wan diheje, Ezman dilerize. Roj û heyv tarî dibin, Stêr ronahiya xwe nadin.
Dengê Xudan li pêş artêşa wî bilind dibe, Artêşa wî pir zêde ye Û kesê gotina wî pêk bîne hêzdar e. Çimkî roja Xudan mezin û gelek tirsdar e, Kî dikare li ber xwe bide?
Gotina Xudan ev e: “Niha bi hemû dilê xwe, Bi rojî, bi şînê û bi girînê Li min vegerin.
Ne cilên xwe, dilê xwe biçirînin Û li Xwedayê xwe Xudan vegerin. Çimkî ew keremdar û dilrehm e, Zû hêrs nabe, dilovaniya wî zêde ye, Dev ji cezakirinê berdide.
Kî dizane, belkî bizivire, dev jê berde Û ew bereketê li pey xwe dihêle. Wê gavê hûnê pêşkêşiyên dexlê û rijandinê Bidin Xwedayê xwe Xudan.
“Li Siyonê li boriyê bixin. Dema rojiyê diyar bikin, Civîneke mezin kifş bikin.
Gel bicivînin, civakê pîroz bikin. Rîspiyan bidin hev, Zarokan, heta zarokên berşîr jî bicivînin. Bila zava ji odeya xwe, Bûk jî, ji odeya xwe rabe were.
Bila kahin û xizmetkarên Xudan, Di navbera eywan û gorîgehê de bigirîn. Bila bêjin: ‘Ya Xudan, li ber gelê xwe bikeve! Mîrasa xwe riswa neke, Bila nebe pêkenoka miletan. Wê çima di nav gelan de bêjin: Ka Xwedayê wan li ku ye?’”
Wî çaxî wê Xudan bibe xîretkêşê welatê xwe Û li ber gelê xwe bikeve.
Wê bersiva gelê xwe bide û bibêje: “Va ye ez dexil, şeraba nû û rûnê zeytê dişînim we Û hûnê jê têr bibin. Ezê êdî we di nav miletan de riswa nekim.
Ezê artêşa bakur ji we dûr bixim Û bişînim diyarê ziwa û bêkes. Ezê kesên li pêş bişînim gola rojhilat Û kesên li paş bişînim Derya Spî. Wê bêhna cendekan bilind bibe, Erê, wê bêhna pîs bilind bibe, Çimkî wan karên mezin ên kirêt kirin.
“Erdo netirse! Şa û dilgeş be. Çimkî Xudan karên mezin kirin.
Heywanên çolê, netirsin! Çimkî mêrgên çolê şîn dibin. Dar fêkiyê xwe dide, Mêw û darhejîr jî berê xwe didin.
Ya zarokên Siyonê şa bibin, Bi Xwedayê xwe Xudan kêfxweş bibin. Çimkî ew barana pêşî bi pîvana kamil dide we, Çawa ku berê dikir, Barana pêşî û barana paşî dibarîne.
Wê bênder bi genim tije bibin, Wê mehserên şerab û rûnê zeytê ser dev re bavêje.
Ezê bergîdana wan salan bidim Ku kuliyên pêşî, duyemîn, sêyemîn û çaremîn xwarin Ku min şandibûn ser we.
Hûnê heta bêje bes, bixwin û têr bibin Û pesnê Xwedayê xwe Xudan bidin Ku ji bo we keramet kirine. Êdî wê gelê min her û her neyê şermezarkirin.
Hûnê bizanibin ez li nav gelê Îsraêl im, Ez Xwedayê we Xudan im û yekî din tuneye. Êdî wê gelê min her û her neyê şermezarkirin.
“Piştre ezê Ruhê xwe bi ser hemû beşerê de birijînim. Wê kur û keçên we pêxemberiyê bikin, Wê kalên we xewnan, Wê xortên we dîtiniyan bibînin.
Di wan rojan de ezê Ruhê xwe Bi ser xulamên jin û mêr de jî birijînim.
Ezê li erd û ezmanan, Nîşanên xwînê, êgir û stûnên dûyê bidim.
Beriya ku roja Xudan a mezin û tirsdar were, Wê roj bibe taristan û heyv jî bibe xwîn.
Îcar wê her kesê ku gazî navê Xudan bike rizgar bibe. Çawa ku Xudan got, Di nav kesên Çiyayê Siyonê û Orşelîmê de, Wê filitî hebin Û di nav kesên sax mane de, Wê kesên ku Xudan gazî wan bike hebin.
“Wê gavê, di wan rojan de, di wê demê de, Gava ez Cihûda û Orşelîmê vegerînim firehiya berê,
Ezê hemû miletan bicivînim Û bînim Deşta Yehoşafatê. Ji ber ku wan mîrasa min gelê Îsraêl, Di nav miletan de belav kir, Ezê wan li wê derê dadbar bikim. Wan welatê min parve kir,
Li ser gelê min pişk avêt. Wan kur wekî destmiza fahîşeyan dan, Ji bo şerabê keçik firotin û vexwarin.
Ya Sûr, Sayda û hemû herêmên Filîstiyan! Hûn heyfa çi ji min distînin? Heke ev bergîdana min be, Ezê jî vê zû bînim serê we.
We zêr û zîvê min standin, Taximên min ên hêja birin perestgehên xwe.
We gelê Cihûda û Orşelîmê firot Yewnanan Û ji sînorê wan dûr xist.
Lê va ye, ezê wan Ji dera ku we ew firotinê vegerînim. Ya ku we anî serê wan, Ezê bînim serê we.
Ezê kur û keçên we bifiroşim Cihûdayiyan Û wê ew jî wan bifiroşin Sebayiyan Ku miletekî dûr e” dibêje Xudan.
“Di nav miletan de vê yekê bibêjin: ‘Xwe ji bo şer amade bikin! Mêrxasan bixin nava tevgerê, Bila hemû şervan nêzîk bibin û herin jor.
Hesinên gîsin bikin şûr, Kêrên xwe yên rezvaniyê bikin rim. Bila kesê qels jî bêje: Ez mêrxas im.
Hemû miletên derdorê, Bi lez werin û bicivin! Ya Xudan, mêrxasên xwe bîne xwarê!
Bila milet bikevin nava tevgerê Û werin Deşta Yehoşafatê.’ Çimkî ezê hemû miletên derdorê, Ji bo dadbarkirinê li wê derê bicivînim.
‘Dasê biweşînin, zad gihîştiye. Werin, bi piyê xwe biguvêşin! Mehsere tije ye û di ser re davêje. Çimkî xerabiyên miletan mezin in.’”
Qelebalix li ser qelebalixan li deşta dadbarkirinê ne. Li deşta dadbarkirinê Roja Xudan nêzîk bû.
Roj û heyv tarî dibin, Stêr ronahiya xwe vedişêrin.
Wê Xudan ji Siyonê bike himîn. Wê dengê wî ji Orşelîmê gazî bike Û erd û ezman bihejin. Lê wê Xudan ji bo gelê xwe, sitargeh, Ji bo Îsraêliyan bibe keleh.
“Wî çaxî hûnê bizanibin, Xwedayê we Xudanê ku li Siyonê, Li çiyayê xwe yê pîroz rûdine ez im. Wê Orşelîm pîroz be Û wê êdî xerîb dagir nekin.
“Wê rojê wê şeraba şîrîn Ji çiyayan dilop bike, Şîr ji giran biherike Û av di hemû newalên Cihûdayê re here. Wê ji Mala Xudan kaniyek bizê Û Geliyê Şîttîmê av bide.
“Lê wê Misir bibe wêrane Û Edom bibe beriya bêkes. Çimkî wan zordarî li Cihûdayê kir Û li welatê wan xwîna bêsûcan rijand.
Wê Cihûda her û her, Orşelîm nifş bi nifş bimîne.
Ezê heyfa xwîna wan bistînim, Ezê bêceza nehêlim.” Çimkî Xudan li Siyonê bi cih dibe.
Gotinên Amosê şivanekî Teqoayî. Di rojên Ûzziyayê Padîşahê Cihûdayê û Yarovamê kurê Yehoaşê Padîşahê Îsraêlê de, du sal beriya erdhejê, Amos li ser gelê Îsraêl ev gotin di dîtiniyan de dîtin.
Wî got: “Xudan ji Siyonê dike himîn, Ji Orşelîmê dengê xwe bilind dike. Mêrgên şivanan şînê dikin û diçilmisin, Serê Çiyayê Karmelê ziwa dibe.”
Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên Şamiyan, Ezê cezayê wan ranekim. Wan bi cercera hesinî, Gîladî gêre kir.
Loma ezê êgir bi ser mala Hazaêl de bibarînim Ku bircên Ben-Hadad daqurtîne.
Ezê zirzeyên dergehê Şamê bişikênim. Ezê kesê li Geliyê Awenê rûdine Û li Bêtedenê gopal di destan de ye helak bikim. Ezê gelê Aramê sirgûnê Qîrê bikim” dibêje Xudan.
Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên Xezayiyan, Ezê cezayê wan ranekim. Wan tevahiya gel sirgûn kir Ku teslîmî Edomiyan bikin.
Loma ezê êgir bi ser sûrên Xezayê de bibarînim Ku bircên wê daqurtîne.
Ezê kesê li Aşdodê rûdine Û li Aşqelonê gopal di destan de ye helak bikim. Ezê destê xwe li dijî Eqronê rakim Û wê saxmayiyên Filîstiyan tune bin” dibêje Reb Xudan.
Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên Sûriyan, Ezê cezayê wan ranekim. Wan tevahiya gel sirgûn û teslîmî Edomiyan kir, Wan peymana biratiyê bi bîr neanî.
Loma ezê êgir bi ser sûrên Sûrê de bibarînim Ku bircên wê daqurtîne.”
Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên Edomiyan, Ezê cezayê wan ranekim. Bi şûr ketin pey birayên xwe û li ber neketin. Hêrsa wan hergav dirinde bû Û xezeb tu car ji dest bernedan.
Ezê êgir bi ser Têmanê de bibarînim Ku bircên Bosrayê daqurtîne.”
Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên Emmoniyan, Ezê cezayê wan ranekim. Zikên jinên Gîladî yên bizaro qelaştin Ku sînorên xwe fireh bikin.
Loma ezê sûrên Rabbayê bişewitînim Ku bi qîrînên roja şer Û babelîska roja bahozê bircên wê daqurtîne.
Wê padîşahê wan bi serekên xwe re here sirgûnê” dibêje Xudan.
Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên Moaviyan, Ezê cezayê wan ranekim. Wan hestiyên Padîşahê Edomê, Heta bû kils şewitandin.
Loma ezê êgir bi ser Moavê de bibarînim Ku bircên Qeriyotê daqurtîne. Wê Moavî bi dengê boriyan, qîrîn û xirecirê bimirin.
Ezê desthilatdarê wê rakim û bavêjim, Ezê pê re hemû serekên wê bikujim” dibêje Xudan.
Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên gelê Cihûda, Ezê cezayê wan ranekim. Wan Şerîeta Xudan red kir, Qanûnên min pêk neanîn. Pûtên wan ew averê kirin, Ew pûtên ku bav û kalên wan jî da pey.
Loma ezê êgir bi ser Cihûdayê de bibarînim Ku bircên Orşelîmê daqurtîne.”
Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên gelê Îsraêl, Ezê cezayê wan ranekim. Ew rastan ji bo pere, Hejaran ji bo cotekî çarox difiroşin.
Ew serê belengazan di nav toza erdê de diperçiqînin Û bindestan li ser rê dehf didin. Bav û kur diçin heman keça ciwan Û navê min ê pîroz xerab dikin.
Ew li ba her gorîgehê, Li ser cilê ku gerew hatiye standin radizin. Li mala îlahên xwe, Şeraba ku hatiye bexişandin vedixwin.
Lê min li ber wan Amorî tune kirin. Tevî ku bilindahiya wan bi qasî dara sedrê Û hêza wan wekî darmaziyê jî bûn, Min li jor fêkiyên wan, Li jêr koka wan ziwa kirin.
Min hûn ji welatê Misrê deranîn Û çil salan li beriyê rêberiya we kir Ku hûn welatê Amoriyan ji xwe re bikin milk.
Min ji kurên we hinek pêxember, Ji xortên we hinek kesên veqetandî derxistin. Ya gelê Îsraêl! Ma ne wisa ye?” Ev e gotina Xudan.
“Lê we şerab bi kesên veqetandî dida vexwarin. We li pêxemberan emir dikir û digot: ‘Pêxemberiyê nekin.’
“Çawa ku erebeya bi lodên dexlê tije, erdê didewisîne, Ezê jî we wisa bidewisînim.
Wê kesê lingsivik nikaribe bireve, Hêzdar hêza xwe nîşan nede, Mêrxas jî canê xwe rizgar neke.
Wê tîravêj li ser lingan nesekine, Lingsivik nefilite, siwar jî canê xwe rizgar neke.
Wê rojê wêrekê mêrxasan Wê çekên xwe bihêle û bireve.” Ev e gotina Xudan.
Ya gelê Îsraêl! Gotinên Xudan ên li dijî we bibihîzin! Wî li dijî tevahiya gelê ku ji welatê Misrê deranî, got:
“Di nav hemû gelên dinyayê de, Min tenê hûn naskirin. Loma ji ber hemû sûcên we, Ezê we ceza bikim.”
Ma bêyî ku li hev bikin, du mirov bi hev re diçin?
Ma şêrê bênêçîr li daristanê dihimîne? Ma bêyî ku nêçîrekê bigire, Şêrê ciwan ji şikefta xwe deng derdixe?
Ma gava tomik tuneye, çivîk dikeve dafikê? Bêyî ku tiştekî bigire, dafik ji erdê dipengize?
Gava li bajêr li boriyê bê xistin, gel nalerize? Ma xerabiya bi ser bajêr de tê, ne ji Xudan e?
Bi rastî, bêyî ku sira xwe ji xulamên xwe Û ji pêxemberan re nebêje, Reb Xudan tiştekî nake.
Gava şêr dihimîne, kî natirse? Çaxê Reb Xudan dibêje, kî pêxemberiyê nake?
Bi qesrên Aşdodê û welatê Misrê bidin bihîstin! Bêjin: “Li herêma çiyayî ya Sameryayê bicivin! Xirecira mezin a li nav bajêr Û zordariya tê de bibînin!”
Gotina Xudan ev e: “Ew nizanin heqiyê bikin, Zordarî û zordestî li bircên xwe didin hev.”
Loma Reb Xudan wiha dibêje: “Wê neyar welêt bipêçe û we bêhêz bihêle, Wê qesrên we talan bike.”
Xudan wiha dibêje: “Çawa ku şivan ji devê şêr du ling An jî perçeyekî guh rizgar bike, Wê gelê Îsraêl yê li Sameryayê Tenê bi aliyekî sedrê û beşekî nivînê, rizgar bibe.
Guhdar bin û Mala Aqûb hişyar bikin.” Ev e gotina Xwedayê Karîndar Reb Xudan.
“Roja ez gelê Îsraêl ji bo gunehên wan ceza bikim, Ezê gorîgehên Bêt-Êlê jî ceza bikim. Wê qiloçên gorîgehê bên jêkirin û bikevin erdê.
Ezê malên havîn û zivistanê xera bikim. Wê malên ji diranê fîlan tune bin, Wê dawiya malên mezin were.” Ev e gotina Xudan.
Ya çêlekên Başanê yên li Çiyayê Sameryayê, Guh bidin vê gotinê! Ya jinên ku zordariyê li belengazan dikin, hejaran diperçiqînin Û ji mêrên xwe re dibêjin: “Bîne, em vexwin!”
Reb Xudan bi pîroziya xwe sond xwar û got: “Va ye, roj bi ser we de tên Ku wê we bi çengelên goşt bibin Û kesê we yê dawî bi nîkên masiyan bikişînin.
Wê her yek ji we ji qulên dîwaran derkeve Û heta Harmonê bê avêtin.” Ev e gotina Xudan.
“Herin Bêt-Êlê û gunehan bikin, Werin Gîlgalê û gunehên xwe zêde bikin! Her sibe qurbanên xwe, Ji sê rojan carekê dehyekên xwe bînin.
Wekî pêşkêşiya şikirdariyê nanê hilatî bipêjin, Pêşkêşiyên xwe yên dilxwaziyê bidin bihîstin. Çimkî ev li xweşa we diçe, ya gelê Îsraêl!” Ev e gotina Reb Xudan.
“Li hemû bajarên we min zikê birçî da we Û min li hemû derên we kir nangiranî. Dîsa jî hûn li min venegeriyan.” Ev e gotina Xudan.
“Hê ji dema palehiyê re sê meh hebû, Min baran ji ser we birî. Min bi ser bajarekî de barand, Lê bi ser bajarê din de nebarand. Bi ser zeviyekê de baran hat, Lê zeviya ku baran bi ser de nehat ziwa bû.
Ji bo vexwarina avê, Kesên du-sê bajaran çûn bajarekî, Lê bi avê têr nebûn. Dîsa jî hûn li min venegeriyan.” Ev e gotina Xudan.
“Min gelek caran bi kifik û germebayê Li we, li rez û bexçeyên we xist, Kuliyan darhejîr û darzeytûnên we xwarin. Dîsa jî hûn li min venegeriyan.” Ev e gotina Xudan.
“Çawa ku li Misrê çêbû, min kul şand nav we. Min xortên we bi şûr kuştin, hespên we jî desteser kirin, Min pozên we bi bêhna pîs a artêşgeha we tije kir. Dîsa jî hûn li min venegeriyan.” Ev e gotina Xudan.
“Çawa ku min Sodom û Gomorayê serobino kir, Min hinek ji we jî serobino kir. Hûn bûn wekî êzingê nîvşewitî yê ji êgir rizgarbûyî. Dîsa jî hûn li min venegeriyan.” Ev e gotina Xudan.
“Ya gelê Îsraêl! Loma ezê vê yekê bînim serê te. Erê gelê Îsraêl! Ji ber ku ezê vê yekê bi te bikim, Ji bo pêşwaziya Xwedayê xwe amade bin!”
Yê ku şikil dide çiyayan, Bayê diafirîne, fikra xwe ji mirovan re dibêje, Seherê dike tarî û pê li bilindciyên erdê dike, Navê wî Xudan e, Xwedayê Karîndar e!
Ya Mala Îsraêl! Guh bide vê lavija şînê ya ku ezê bixwînim!
“Îsraêla keça xama ket, wê cardin ranebe. Bi ser axa xwe de ket, kesê wê rake tuneye.”
Çimkî Reb Xudan wiha dibêje: “Bajarek hezar şervanan dertîne, Lê wê sed zilamên wî sax bimînin. Bajarekî din sed zilaman dertinê, Lê wê deh zilamên Mala Îsraêl bimînin.”
Çimkî Xudan ji Mala Îsraêl re wiha dibêje: “Li min bigerin û bijîn!
Lê li Bêt-Êlê negerin û neçin Gîlgalê. Derbasî Beêr-Şevayê nebin. Wê Gîlgal esse here sirgûnê û Bêt-Êl nemîne.”
Li Xudan bigerin û bijîn! An na, wê bibe agir û bi Mala Ûsiv bikeve, Wê Bêt-Êlê daqurtîne û wê tu kes netefîne.
Ya kesên ku rastî kirine giyayê tehl Û edalet li erdê xistine!
Yê ku Komstêrên Perwîn û Oriyonê afirandine, Taristan dike şeveq û roj dike şeva tarî, Yê ku gazî ava deryayê dike û dirijîne ser rûyê erdê, Navê wî Xudan e.
Ew bi brûskê li bircan dixe Û hilweşînê tîne ser sûran.
Hûn ji kesê li ber dergehê bajêr erzê we dişikêne nefret dikin, Bîzê we ji kesê rastiyê dibêje diçe.
Loma ji ber ku hûn belengazan di bin lingan de diperçiqînin Û bi zorê genim ji wan distînin, Hûnê li xaniyên ku we ji kevirên necirandî ava kirin, rûnenin Û şeraba rezên xweşik ên ku we danîne venexwin.
Çimkî ez dizanim serhildanên we zêde Û gunehên we gelek in! Ya kesên ku zordarî li rastan dikin, bertîlê distînin Û li ber dergehê bajêr heqê hejaran dixwin!
Loma di vê demê de wê biaqil bêdeng bimîne, Çimkî dem, dema xerab e.
Ne li xerabiyê, li qenciyê bigerin û bijîn. Bi vî awayî çawa ku we gotiye, Wê Xwedayê Karîndar Xudan bi we re be.
Ji xerabiyê nefret, ji qenciyê hez bikin. Li ber dergehê bajêr edaletê biparêzin. Belkî Xwedayê Karîndar Xudan, Li bermayiyên Ûsiv were rehmê.
Loma Reb Xwedayê Karîndar Xudan wiha dibêje: “Wê li hemû meydanan şînê bikin, Wê li hemû kuçeyan bikin axîn û nalîn. Wê ji bo şînkirinê gazî cotkaran bikin, Ji bo girînê gazî şîngiran bikin.
Wê li hemû rezan bibe şîn, Çimkî ezê di nava we re derbas bibim” dibêje Xudan.
Wey li wan kesên li benda roja Xudan in! Gelo hûn çima roja Xudan dixwazin? Ew ne ronahî ye, tarî ye.
Wekî wî mirovî ye ku ji ber şêr direve Û hirç tê pêşiya wî, Mîna zilamê ku tê malê, dest dispêre dîwêr Û mar pê vedide.
Roja Xudan tarî ye! Ma we got ronahî ye? Hem jî taristana kûr e! Wê çirûskek jî tunebe.
Xudan dibêje: “Ez ji cejnên we nefret dikim û red dikim! Ez civînên we yên mezin naxwazim!
Hûn ji min re Pêşkêşiyên xwe yên dexlê û şewitandinê bînin jî, Ezê qebûl nekim. Dermalekiriyên we yên pêşkêşiyên aştiyê, Ezê lê nenêrim.
Dengê stranên xwe ji min dûr bixin, Ez guh nadim meqamên tembûrên we.
Lê bila edalet wekî avê Û rastî wekî çemekî domdar biherike.
“Ya Mala Îsraêl! Ma we çil salan li beriyê, Tenê ji min re qurban û pêşkêşî anîn?!
Bi rastî we Sakkûtê padîşahê xwe, Qeywanê pûtê xwe Û îlahê stêrkî ku we ji bo xwe çêkiriye, Bi xwe re anîn!
Loma ezê we sirgûnê aliyê din ê Şamê bikim” dibêje Xudanê ku navê wî Xwedayê Karîndar e.
Wey li bêxemên Siyonê Û kesên di nav ewlehiya Çiyayê Sameryayê de ne! Wey li navdarên miletên mezin Ku Mala Îsraêl xwe spartiye wan.
Herin bajarê Kalnêyê û bibînin, Ji wir herin Hamaya mezin Û dakevin bajarê Gatê yê Filîstiyan. Ma hûn ji van padîşahiyan çêtir in? Gelo sînorê wan ji sînorê we ne firehtir e?
Wey li we ku roja xezebê dûr dibînin Û textê zordariyê nêzîk dikin!
Ya hûn ên ku li ser nivînên bi diranê fîlan xemilandî radizin, Li ser sedran xwe vedizelînin, Ji kerî berxan, ji axurê golikan dixwin!
Ya hûn ên li ber dengê tembûrê dikin hîrehîr Û ji we kirî Dawid bi çengê stranan çêdike,
Tas bi tas şerabê vedixwin, Zeyta herî xweş li xwe didin Û li ser wêranbûna Ûsiv xemgîn nabin!
Loma hûnê bibin pêşiyên herin sirgûnê, Wê şahiya kesên xwe vedizelînin biqede.
Gotina Xwedayê Karîndar Xudan ev e: “Reb Xudan bi serê xwe sond xwar, Bîzê min ji quretiya Aqûb diçe, Ez ji qesrên wî nefret dikim. Loma ezê bajêr û her tiştê tê de bidim dest.”
Heke ji malekê deh kes mabin, wê ew jî bimirin.
Çaxê merivê mirî were ku cendek ji malê bîne û bişewitîne, Wê ji kesê li malê re bêje: “Ma li ba te kesekî din heye?” Ewê jî bêje: “Na.” Wê gavê wê bêje: “Hiş be! Divê navê Xudan neyê hildan.”
Çimkî Xudan emir dike û dibêje: “Wê mala mezin perçe perçe, Mala biçûk jî hûr hûr bike xwelî.”
Ma hesp li serê zinaran baz didin? Ma kes li deryayê bi gê cot dike? Lê we heqî kir jehr Û fêkiyê edaletê kir giyayê tehl.
Hûn kesên ku li Lo-Devarê şa dibin Û dibêjin: “Ma me Qarnayîm bi hêza xwe nestand?”
Gotina Xwedayê Karîndar Xudan ev e: “Ya Mala Îsraêl! Va ye, ez miletekî li dijî we radikim! Wê ji Levo-Hamatê heta Geliyê Eravayê we bixe tengasiyê.”
Tiştê ku Reb Xudan nîşanî min da ev bû: Piştî giyayê ku para padîşah diket hatibû çinîn, gava giya ji nû ve şîn dibû, Xudan kulî diafirandin.
Çaxê kuliyan giyayê erdê xwar û qedand, min got: “Ya Reb Xudan! Lava dikim, bibexişîne! Wê ziriyeta Aqûb çawa li ber xwe bide? Ew miletekî biçûk e.”
Li ser vê yekê Xudan fikra xwe guhert û got: “Wê ev yek çênebe.”
Tiştê ku Reb Xudan nîşanî min da ev bû: Reb Xudan gazî êgir kir ku ceza bike. Êgir kûrahiya mezin daqurtand û dest bi xwarina erdê kir.
Min got: “Ya Reb Xudan! Lava dikim, bisekine! Wê ziriyeta Aqûb çawa li ber xwe bide? Ew miletekî biçûk e!”
Li ser vê yekê Reb Xudan fikra xwe guhert û got: “Wê ev jî çênebe.”
Tiştê ku wî nîşanî min da ev bû: Reb li ber dîwarekî disekinî ku bi şaqul hatiye sererastkirin. Şaqul jî di destê wî de bû.
Xudan ji min re got: “Tu çi dibînî Amos?” Min got: “Şaqulekê dibînim.” Reb jî got: “Va ye, ezê şaqulekê deynim nav gelê xwe Îsraêl Û ezê êdî wan nebexişînim.”
Wê bilindciyên ziriyeta Îshaq wêran bibin, Pîrozgehên gelê Îsraêl helak bibin. Ezê bi şûr li dijî Mala Yarovam rabim.
Wê gavê Amatsyayê Kahinê Bêt-Êlê, ji Yarovamê Padîşahê Îsraêlê re xeber şand û got: “Amos di nava gelê Îsraêl de li dijî te fen û fûtan çêdike. Welat nikare tevahiya van gotinên wî ragire.
Çimkî Amos wiha dibêje: “‘Wê Yarovam bi şûr bimire, Wê gelê Îsraêl esse ji ser welatê xwe bê sirgûnkirin.’”
Amatsya ji Amos re got: “Zanyaro! Bireve here welatê Cihûdayê! Li wir nanê xwe bixwe. Li wê derê pêxemberiyê bike.
Careke din li Bêt-Êlê pêxemberiyê neke. Çimkî ev der pîrozgeha padîşah û perestgeha padîşahiyê ye.”
Wî çaxî Amos bersiva Amatsya da û got: “Ez ne pêxember bûm û ne jî kurê pêxember. Ez tenê gavan û bexçevanê darhejîran bûm.
Xudan ez ji pey dewaran hildam û ji min re got: ‘Here ji gelê min Îsraêl re pêxemberiyê bike.’
Niha tu guh bide gotina Xudan. Tu dibêjî: “‘Li dijî gelê Îsraêl pêxemberiyê neke, Li dijî Mala Îshaq gotinan nebêje.’
“Loma Xudan wiha dibêje: ‘Wê jina te li bajêr bibe fahîşe Û wê kur û keçên te bên şûrkirin. Wê welatê te bi benê pîvanê bê pîvan Û tê li welatekî mirdar bimirî. Wê gelê Îsraêl esse ji welatê xwe bê ajotin.’”
Tiştê ku Reb Xudan nîşanî min da ev bû: Selikeke fêkiyê havînê.
Wî ji min re got: “Amos, tu çi dibînî?” Min got: “Selikeke fêkiyê havînê.” Xudan got: “Dawiya gelê min Îsraêl hat. Ezê êdî wan nebexişînim.
Wê rojê wê stranên qesrê bibin lavijên şînê.” Ev e gotina Reb Xudan. “Wê gelek cendek li her derê bên avêtin. Hiş bin!”
Ya hûn ên ku hejaran diperçiqînin Û bindestên welêt ji holê radikin! Li vê yekê guhdar bin!
Hûn dibêjin: “Wê kengê Heyva Nû biqede Ku em dexlê xwe bifiroşin? Wê kengê Roja Septê biqede Ku em devê genimê xwe vekin? Em efayê biçûk bikin û şekelê mezin bikin. Em mêzînên bi hîle bixebitînin
Ku em belengazan bi zîv, Hejaran bi cotek çarox bikirin Û bermayiya genim a pûç bifiroşin.”
Xudan bi navê rewnaqiya Aqûb sond xwar: “Ezê hemû karên wan qet ji bîr nekim.
Ma wê ji ber vê yekê dinya nelerize Û her kesê tê de rûdine şînê neke?! Wê tevahiya erdê wekî Çemê Nîlê bilind bibe, Biheje û wekî çemê Misrê dîsa dakeve.”
Gotina Reb Xudan ev e: “Wê rojê ezê danê nîvro rojê bibim ava Û dema tav û rojê erdê tarî bikim.
Ezê cejnên we bikim şîn, Hemû stranên we bizivirînim lavijên şînê. Wê çûx li her navtengê bê pêçan Û porê her serî bê kurkirin. Ezê wê rojê bikim şîna kurê yekta Û dawiya we bikim roja tehl.”
Gotina Reb Xudan ev e: “Roj tên ku ezê xelayê bişînim welêt. Wê ne birçîbûna nên û tîbûna avê be, Tîbûna bihîstina gotinên Xudan be.
Wê ji deryayekê heta deryayeke din, Ji bakur heta başûr bigerin. Wê herin her derê û li gotina Xudan bigerin, Lê wê nebînin.
Wê rojê wê xort û keçên delal ji tîbûnê bikevin.
Kesên bi navê Aşîmaya îlaha Sameryayê sond dixwin û dibêjin: ‘Ya Dan, bi navê îlaha te’ Û ‘Ya Beêr-Şevayê, bi navê îlaha te,’ Wê bikevin û careke din ranebin.”
Min dît, Reb li ba gorîgehê sekinîbû. Wî got: “Li serikên stûnan bixe, bila binên wan bihejin, Li ser serê tevahiya gel wan perçe bike. Ezê saxmayiyan bidim ber şûran, Wê tu kes nereve, wê tu kes nefilite.
Ew heta diyarê miriyan bikolin jî, Wê destê min wan ji wir bîne jorê. Rabin ezmanan jî, Ezê wan ji wir bînim jêrê.
Ew xwe bispêrin serê Çiyayê Karmelê jî, Ezê li wan bigerim û bigirim. Li ber çavê min xwe di deryayê de veşêrin jî, Ezê li marê avê emir bikim ku bi wan vede.
Ew ji ber dijminên xwe bên sirgûnkirin jî, Ezê li şûr emir bikim ku wan bikuje. Ezê çavê xwe bidim ser wan, Ne ji bo qenciyê, lê ji bo xerabiyê.”
Gava Reb Xudanê Karîndar dest dide erdê, Dinya dihele û hemû şêniyên wê şînê dikin. Tevahiya erdê wekî Çemê Nîlê bilind dibe Û wekî çemê Misrê dîsa dadikeve.
Ew odeyên xwe li ezmanan çêdike Û qûbeya xwe li ser erdê ava dike. Ew gazî ava deryayê dike Û bi ser rûyê erdê ve dirijîne. Navê wî Xudan e.
Gotina Xudan ev e: “Ya gelê Îsraêl! Ma hûn ji min re ne wekî Kûşiyan in? Ma min gelê Îsraêl ji welatê Misrê, Filîstî ji Kaftorê û Aramî ji Qîrê dernexim?
“Va ye, çavê Reb Xudan li ser padîşahiya gunehkar e. Ezê wê ji ser rûyê erdê tune bikim, Lê ezê Mala Aqûb bi tevahî tune nekim.” Ev e gotina Xudan.
“Va ye, ezê emir bikim û Mala Îsraêl Di nav hemû miletan de bihejînim. Ezê wekî bêjingê bihejînim, Lê wê libek jê nekeve erdê.
Hemû gunehkarên nav gelê min ên ku dibêjin: ‘Bela nagihîje me, li me nagere,’ wê bi şûr bimirin.
“Wê rojê ezê holika Dawid a ketî ji nû ve çêkim. Ezê cihên wê yên qelişî dagirim Û wêraneyên wê ji nû ve rakim. Ezê wê wekî rojên berê ava bikim.
Wê bermayiyên Edomiyan û hemû miletan Ji xwe re bikin milk ku bi navê min tên gazîkirin.” Ev e gotina Xudan ê ku vê yekê dike.
Gotina Xudan ev e: “Va ye, roj tên ku cotkar bigihîje dasvan, Kesê tirî diguvêşe bigihîje kesê tov direşîne. Wê şeraba şîrîn ji çiyayan dilop bike, Wê ji hemû giran biherike.
Ezê gelê xwe Îsraêl vegerînim firehiya berê, Wê bajarên wêran ava bikin û lê rûnin. Wê rezan deynin û şeraba wan vexwin, Wê bexçeyan deynin û fêkiyê wan bixwin.
Ezê wan li welatê wan deynim Û wê careke din ji ser welatê Ku min daye wan, neyên avêtin” dibêje Xwedayê we Xudan.
Dîtiniya Ovadya: Reb Xudan li ser Edomê wiha dibêje: Me ji Xudan xeberek bihîst, Ji miletan re qasidek hate şandin ku dibêje: “Rabin em şerê Edomê bikin!”
Xudan ji Edomê re dibêje: “Va ye ezê te di nav miletan de biçûk bikim, Wê mirov te gelekî kêm bibînin.
Quretiya dilê te, tu xapandî! Ya kesê ku di şikeftên zinaran de rûdinî, Ya kesê ku mala xwe li bilindciyan ava dike! Tu di dilê xwe de dibêjî: ‘Kî dikare min bîne xwarê?’
Tu wekî teyran bilind jî bibî, Tu hêlîna xwe di nav stêran de jî ava bikî, Ezê dîsa jî te ji wir bînim.” Ev e gotina Xudan.
“Heke diz an talankar bi şev bihatana pêşiya te, Wê tenê bi têra xwe bibirana? Heke kesên tirî diçinin, biketana rezê te, Wê çend weşî ji te re bihiştana? Xerakirina mezin li benda te ye!
Wê her tiştê Esaw bê talankirin, Wê xezîneyên wî yên veşartî bêne derxistin!
Hemû peymangirên te, Wê te ji axa te bajon. Mirovên tu bi wan ewle yî, Wê te bixapînin û zora te bibin. Kesên nanê te xwarin, Wê dafikan deynin pêşiya te. Lê wê haya te jî jê tunebe.”
Gotina Xudan ev e: “Wê rojê ezê şehrezayên li Edomê, Zanayên li çiyayên Esaw tune bikim.
Ya Têman, wê mêrxasên te bişikên, Wê hemû kesên li çiyayên Esaw helak bibin.
“Ji ber zordariya te li Aqûbê birayê xwe kiriye, Wê şerm li ser te be, Tê heta hetayê helak bibî!
Çimkî roja xerîb mal û milkên wî talan kirin, Roja biyanî ketin dergehên bajêr Û ji bo Orşelîmê pişk avêtin, Tu jî dûr sekinî û bûyî wekî wan.
Di wê roja xerab a birayê xwe de, Divê te bi şahî lê mêze nekira. Di wê roja wan a helakbûnê de, Divê tu li ser Cihûdayiyan şa nebûyayî. Di wê roja teng de, Divê te oxweşikê xwe nekira.
Di roja felaketa wî de, Divê tu neketayî dergehê gelê min. Di wê roja felaketa wî de, Divê te bi şahî li xerabiya wî mêze nekira. Di wê roja felaketa wî de, Divê te talanê mal û milkê wî nekira.
Divê ji bo kuştina revpêketiyên wî, Tu li ber devê riyan nesekiniyayî. Di wê roja teng de, Divê te kesên wî yên sax mane Nedana destê dijmin.”
“Roja Xudan a li dijî hemû miletan, nêzîk bû. Ya Edom, te çi kiribe, Wê hema wisa jî li te bê kirin. Wê kirinên te bên serê te.
Çawa we li çiyayê min ê pîroz, Ji tasa felaketê vexwar, Wê hemû milet jî wisa vexwin, vexwin, Heta tune bibin! Çawa ku qet nebûne.”
“Lê kesên filitîn, Wê li Çiyayê Siyonê bicivin Û wê ew der bibe cihekî pîroz. Wê Mala Aqûb dîsa bibe xweyê milkê xwe.
Mala Aqûb wê bibe agir, Mala Ûsiv wê bibe pêta êgir, Lê wê Mala Esaw bibe pûş. Wê bişewitînin û daqurtînin, Wê ji Mala Esaw kesek nemîne.” Çimkî Xudan wiha gotiye.
Gelê Negevê wê çiyayên Esaw, Gelê Şefêlayê wê welatê Filîstiyan ji xwe re bike milk. Cihûdayî wê axa Efrayîm û axa Sameryayê, Binyamînî jî wê Gîladê ji xwe re bikin milk.
Leşkerên Îsraêlî yên ji Kenanê hatine sirgûnkirin, Wê axa heta Sarêfatê, Sirgûnên Orşelîmî yên li Sefaradê, Wê bajarên li Negevê ji xwe re bikin milk.
Wê rizgarkarên gel herin Çiyayê Siyonê Ku serweriya çiyayên Esaw bikin Û padîşahî bibe ya Xudan.
Rojeke gotina Xudan ji Ûnisê kurê Amîttay re hat û got:
“Rabe, here Nînewayê, wî bajarê mezin. Li dijî wî dengê xwe bilind bike, çimkî xerabiya wan gihîşt heta ba min.”
Lê belê Ûnis ji ber Xudan reviya ku here Tarşîşê. Ew daket Yafayê û gemiyeke ku diçe Tarşîşê dît. Wî heqê riya xwe da û ket gemiyê ku bi wan re here Tarşîşê û ji Xudan dûr bikeve.
Xudan bagerek mezin bi ser deryayê ve şand. Di deryayê de bahozeke wisa mezin rabû ku hindik mabû gemî perçe perçe bibe.
Deryavan tirsiyan û her yekî ji îlahê xwe re kir hewar. Ji bo ku barê gemiyê sivik bikin tiştên tê de avêtin deryayê. Lê Ûnis daketibû embara gemiyê, razabû û ketibû xeweke giran.
Serwerê gemiyê hat ba Ûnis û jê re got: “Ev çi razan e! Rabe, ji îlahê xwe re bike hewar! Belkî me bîne bîra xwe û em helak nebin.”
Piştre deryavanan ji hev re got: “Werin em pişkê bavêjin û hîn bibin ka gelo kê ev bela aniye serê me.” Wan pişk avêt û li Ûnis ket.
Jê re got: “Ka ji me re bêje, kî ye sedema vê belayê! Tu çi karî dikî? Ji ku derê têyî? Welatê te ku der e? Tu ji kîjan miletî yî?”
Ûnis ji wan re got: “Ez Îbranî me, ez diperizim Xudan, Xwedayê Ezmanan ê ku bejahî û derya afirandiye.”
Paşê zilam bêtir tirsiyan û jê re gotin: “Ev karê ku te kir çi ye?” Çimkî wan dizanibû ku ew ji ber Xudan direve, ji ber ku wî berê ji wan re gotibû.
Wan jê re got: “Ji bo ku derya bisekine û aram be, em çi ji te bikin?” Çimkî her ku diçû pêlên deryayê har dibûn.
Ûnis ji wan re got: “Min bavêjin deryayê û wê derya ji bo we aram bibe. Ez dizanim ev bahoza mezin ji ber min hat serê we.”
Deryavan, ji bo ku bigihîjin bejahiyê, zor dan bêrikan. Lê belê bi ser neketin, ji ber ku her diçû pêlên deryayê bilindtir dibûn.
Gazî Xudan kirin û gotin: “Ya Xudan, em ji te lava dikin, nehêle ku em ji ber vî mirovî helak bibin. Gunehê wî nexe stûyê me. Ya Xudan, te çawa xwest wisa jî kir.”
Rabûn, Ûnis avêtin deryayê. Li ser vê yekê derya aram bû.
Deryavan gelekî ji Xudan tirsiyan û jê re qurban pêşkêş kir û soz ji Xudan re dan.
Xudan masiyekî mezin şand ku Ûnis daqurtîne. Ûnis sê roj û sê şevan di zikê masiyê mezin de ma.
Ûnis ji zikê masî, ji Xwedayê xwe Xudan re dua kir û got:
“Min di tengasiya xwe de gazî Xudan kir Û wî bersiva min da. Min ji binê diyarê miriyan kir hewar, Te dengê min bihîst.
Te ez avêtim kûrahiyê, binê deryayê. Pêlên avan ez rapêçandim, Hemû pêlên te di ser min re derbas bûn.
Min got: ‘Ez ji hizûra te hatim avêtin, Lê belê cardin ezê li perestgeha te ya pîroz binêrim. ’
Avê ez rapêçandim, Gihîşt heta ber dev. Kûrahiyê dor li min pêça, Kevz li serê min herbilî.
Ez daketim binê çiyan, Dinya, her û her li ser min hat radan. Lê ya Xwedayê min Xudan, Te canê min ji çalê rizgar kir.
Gava hêza min nema, min Xudan bi bîr anî. Duaya min a ji bo te Gihîşt perestgeha te ya pîroz.
Yên ku xwe dispêrin pûtên derewîn, Ji te re dilsoz namînin.
Lê belê ezê bi dengekî bilind spasiya te bikim, Ji bo te ezê qurban û nedran bidim. Ezê soza xwe pêk bînim. Rizgarî ji Xudan tê.”
Xudan li masî emir kir û masî Ûnis avêt bejahiyê.
Gotina Xudan cara diduyan ji Ûnis re hat û got:
“Rabe, here Nînewayê, wî bajarê mezin û ya ku ezê ji te re bêjim bide bihîstin.”
Ûnis rabû û li ser gotina Xudan çû Nînewayê. Nînewa bajarekî wisa mezin bû ku bi qasî rêveçûna sê rojan bû.
Ûnis ket bajêr, bi qasî rojekê rê ve çû û bi dengekî bilind got: “Çil roj bi şûn de, wê Nînewa serobino bibe.”
Xelkê Nînewayê bawerî bi Xwedê anî. Rojî girt û ji mezinan heta biçûkan, her kesî çûx li xwe kir.
Gava Padîşahê Nînewayê ev yek bihîst, ji ser textê xwe rabû, xiftanê xwe deranî, çûx li xwe pêça û li ser xweliyê rûnişt.
Piştre li Nînewayê ev ferman da: “Fermana padîşah û giregiran ev e: Ne mirov û ne jî heywan divê tiştekî nexwe û venexwe. Herwiha pez û dewar divê neçêrin û avê venexwin.
Bila hemû mirov û heywan çûx li xwe bikin û bi hêzdarî gazî Xwedê bikin. Bila herkes ji riya xerab bizivire û destê xwe ji zordariyê bikişîne.
Kî zane? Belkî wê gavê Xwedê fikra xwe biguhere, dev ji hêrsa xwe ya dijwar berde û em helak nebin.”
Xwedê kirinên Nînowayiyan dît. Ew ji gunehên xwe zivirîbûn. Li wan hat rehmê, fikra xwe guhert. Tiştê ku soz dabû bîne serê wan, nekir.
Ev yek gelek li zora Ûnis çû û ew hêrs bû.
Wî ji Xudan re dua kir û got: “Ax, ya Xudan, hê gava ez li welatê xwe bûm, ma min ev negot? Ji ber vê yekê ez yekser reviyam Tarşîşê. Min dizanibû tu Xwedayekî keremdar û dilrehm î, tu zû hêrs nabî, dilovaniya te zêde ye û tu dev ji cezakirinê berdidî.
Ya Xudan, ji kerema xwe niha ruhê min bistîne! Çimkî ji bo min mirin, ji vî halî çêtir e.”
Xudan got: “Ma çi heqê te heye ku tu hêrs bibî?”
Ûnis ji bajêr derket û li rojhilatê bajêr rûnişt. Wî li wir ji bo xwe holikek çêkir û di bin siya wê de rûnişt ku bibîne ka wê çi bê serê bajêr.
Xwedê Xudan ji bo ku Ûnis ji rewşa xerab rizgar bike û ji serê wî re siyê çêke, şînahiyekê peyda kir. Ûnis pê gelek kêfxweş bû.
Lê roja din ber destê sibê, Xwedê kurmikek şand, kurm li şînahiyê ket û ew hişk kir.
Gava tav derket, Xwedê bayekî rojhilat ê bi şewat rakir. Tavê li serê Ûnis xist û ew sist bû. Wî xwest ku bimire û got: “Ji bo min mirin, ji vî halî çêtir e.”
Lê belê Xwedê ji Ûnis re got: “Ma heqê te heye ku tu li ser şînahiyekê hêrs bibî?” Ûnis got: “Heqê min heye, ez ji ber hêrsa xwe dikim bimirim.”
Paşê Xudan got: “Tu li ber wê şînahiyê dikevî ku te di ber de ked nedaye û mezin nekiriye. Ew şînahiya ku di şevekê de şîn bû û di şevekê de jî hişk bû.
Îcar ez, li ber Nînewayê, li ber wî bajarê mezin nekevim? Li wî bajarî ji sed û bîst hezarî zêdetir kes hene ku çep û rastên xwe ji hev dernaxin. Herwiha gelek heywan jî li wir hene.”
Di rojên padîşahên Cihûdayê Yotam, Ahaz û Hîzqiya de gotina Xudan ji Mîxayê Moreşetî re hat. Wî li ser gelên Samerya û Orşelîmê ev yek dît:
Gelno! Hûn hemû bibihîzin! Ya dinya û hemû tiştê tê de, guhdarî bikin! Bila Reb Xudan li dijî we Ji Perestgeha xwe ya pîroz şahidiyê bike.
Loma va ye! Xudan ji cihê xwe derdikeve. Wê berjêr bibe û pê li bilindciyên dinyayê bike.
Wê çiya li bin wî bihelin. Wê deşt wekî şimaya ber êgir, Wekî lehiyên ku berjêr diherikin, biqelişin.
Tevahiya vê yekê ji ber serhildana gelê Aqûb, Ji ber gunehên Mala Îsraêl e. Gelo serhildana gelê Aqûb çi ye? Ma ne Samerya ye?! Ma kî ji bilindciyên perizînê yên Cihûdayê berpirsiyar e? Ma ne Orşelîm e?!
Xwedê dibêje: “Loma ezê Sameryayê bikim şikêrên kevirên çolê Û cihekî ku tenê dibe rez. Ezê kevirên wê bavêjim newalekê, Wê hîmên wê vekirî bin.
Wê hemû pûtên wan perçe bibin. Wê tevahiya diyariyên wê yên zinayê bên şewitandin Û ezê hemû pûtên wan wêran bikim. Ji ber ku wan ew wekî qezenca fahîşeyan civandin, Wê bibin mîna qezenca fahîşeyan.”
Ji ber vê yekê ez Mîxa, ezê bigirîm û şînê bikim, Ezê tazî û pêxwas bigerim. Ezê wekî çeqelan bizûrim Û wekî kundan şînê bikim.
Çimkî birîna Sameryayê bêderman e. Ew hat Cihûdayê jî! Gihîşt Orşelîmê û dergehê gelê min.
Ji Gatê re ranegihînin û qet negirîn. Li Bêtofrayê di nav tozê de bigevizin.
Şafîrîno! Bi tazîbûnê û şermezariyê derbas bibin û herin! Wê Saananî ji bajarên xwe derkevin. Wê bajarê Bêteselê şînê bike Û alîkariya xwe ji we bibire.
Marotî li benda qenciyê dimînin û dilerizin. Lê bela ji Xudan daket û gihîşt ber dergehên Orşelîmê.
Laxîşîno! Hespên beza bi erebeyên şer ve girê bidin. We cara yekem Siyona keç xist nava gunehan, Hûn bûn sedema serhildana gelê Îsraêl!
Loma hûnê diyariya veqetandinê bidin Moreşet-Gatê. Wê padîşahên Îsraêlê beredayî xwe bispêrin bajarê Akzîvê.
Marêşayîno! Wê Xwedê fatihekî bi ser we de bişîne. Wê serekên gelê Îsraêl werin Edûllamê.
Ji bo zarokên xwe yên xoşewîst, Porê xwe bînin xwarê, Wekî sîsarkan serê xwe rût bikin. Çimkî wê zarokên we ji ber we bêne sirgûnkirin.
Wey li wan kesên ku li ser nivînên xwe, Xerabî û neheqiyê difikirin! Ji ber ku hêzdar in, Bi hilatina rojê re fikrên wan pêk tînin.
Ew çav berdidin zeviyan û desteser dikin, Dest datînin ser malan. Ew li mal û malxwê, Li mirov û mîrasê zorê dikin.
Loma Xudan wiha dibêje: “Binêrin, ez ji bo vê binemalê belayeke wiha amade dikim Ku hûnê nikaribin ji stûyê xwe rakin. Wê demeke xerab be Ku hûnê nikaribin bi serbilindî bimeşin.
Wê rojê wê tinazên xwe bi we bikin. Wê ji bo we vê lavija şînê bêjin: ‘Em ji binî ve xera bûn! Xwedê tevahiya para gelê min diguherîne Û ji min distîne. Zeviyên me di nav xayînan de parve dike.’”
Loma dema pişkavêtin û parvekirina welêt were, Wê kesek ji civîna Xudan tunebe.
Mirov dibêjin: “Pêxemberiyê nekin! Divê li van tiştan pêxemberî neyê kirin. Emê neyên rezîlkirin.”
Ya Mala Aqûb! Ma mirov wisa dibêje? “Gelo sebra Xudan nema? Ma ew karê wî ye?” Xudan dibêje: “Ma gotinên min ne ji bo qenciya Kesên li ser riya rast in?
Lê hê duh gelê min wekî dijmin serî rakir. Kesên şer nakin û di ewlehiyê de ne, Hûn ebayê xweşik ji wan dikin!
Hûn jinên gelê min ji malên wan ên rihet diqewitînin Û zarokên wan ji rewnaqiya min bêpar dihêlin.
Rabin herin! Ev der ne cihê bêhnvedanê ye! Qirêjî li vê derê heye ku bi awayekî dijwar xera dike!
Heke derewkarek were û bi hîlekarî bêje: ‘Ez li ser mey û şerabê ji we re pêxemberiyê bikim,’ Wê ev gel wî kesî wekî pêxember qebûl bike!
“Ya ziriyeta Aqûb! Helbet ezê we bidim hev, Ezê esse saxmayiyên gelê Îsraêl berhev bikim. Ezê we wekî pezê di hevşî de, Wekî keriyê di mêrgê de bînim ba hev. Wê welatê we bi mirovan tije bibe.”
Wê Xwedê rabe, rê veke û li pêş gel bimeşe. Wê gel dergehê bajêr bişikêne û derkeve derve. Wê Padîşahê wan li pêş wan here, Wê Xudan li ser serê wan be.
Min got: “Serekên ziriyeta Aqûb Û serwerên Mala Îsraêl bibihîzin! Ma ne pêwist e ku hûn edaletê bizanin?!
Lê hûn ji qenciyê nefret dikin, Ji xerabiyê hez dikin. Hûn çermê gelê min radikin, Goştê hestiyên wan dişelînin.
Hûn çermê gelê min digurînin û goştê wî dixwin. Hûn hestiyên wî dişikênin. Wekî goştê di quşxaneyê de hûr dikin Û di beroşê de dipêjin.”
Wê gavê wê li Xudan bikin hewar, Lê wê bersivê nede. Ji ber xerabiyên wan, Wê rûyê xwe ji wan veşêre.
Xudan wiha dibêje: “Ya pêxemberên ku gelê min ji rê derdixin! Ya hûn ên ku ji kesên ku we têr dikin re ‘Aştî!’ Û ji kesên ku we têr nakin re ‘Şer!’ dibêjin.
Li ser vê yekê şeva bêdîtinî Û taristana ku falbaziya we bêfeyde be, Bi ser we de werin. Wê roja pêxemberan tarî bibe Û tava wan reş bibe.
Wê zanyar, rûreş û falbaz, şermezar bibin. Ji ber ku ji Xwedê bersiv nayê, Wê hemû ji şermê devê xwe bigirin.”
Lê ez bi hêz û Ruhê Xudan tije me. Ez bi edalet û hêzdariyê tije me Ku ji ziriyeta Aqûb re serhildanên wî Û ji gelê Îsraêl re gunehên wî bêjim.
Ya serekên Mala Aqûb û serwerên Mala Îsraêl! Ya hûn ên ku ji edaletê nefret dikin Û rastiyê bi tevahî xera dikin! Vê yekê bibihîzin!
Hûn bi xwînrijandinê Siyonê, Bi neheqiyê Orşelîmê ava dikin!
Serekên bajêr bi bertîlan serweriyê dikin, Kahinên wî bi pere hîn dikin, Pêxemberên wî jî bi pere falbazî dikin. Lê wekî ku xwe spartibûn Xudan, Dibêjin: “Ma qey Xudan ne bi me re ye? Wê tiştek neyê serê me!”
Loma ji rûyê we Wê Siyon wekî zeviyekê bê ajotin Û Orşelîm bibe şikêra keviran. Wê çiyayê Mala Xudan bibe girê daran.
Di rojên pêş de, Wê çiyayê Mala Xudan bê danîn Ku bibe çiyayê herî bilind. Wê bi ser hemû giran bikeve û gel biherikinê.
Wê pir milet herinê û bêjin: “Werin em herin Çiyayê Xudan. Em herin Mala Xwedayê Aqûb Ku ew riyên xwe hînî me bike Û em di rêçikên wî de bimeşin. Çimkî wê rê û rêbaz ji Siyonê Û gotina Xudan ji Orşelîmê derkeve.”
Wê di nav pir miletan de dadbariyê bike Û meseleyên miletên hêzdar ên dûr çareser bike. Wê gel şûrên xwe bikin gîsin Û rimên xwe bikin kêra rezvaniyê. Wê milet li dijî hev şûr ranekin, Êdî wê hînî şer nebin.
Wê herkes li bin mêw û darhejîra xwe de rûnin, Wê tu kes wan nelerizîne. Çimkî devê Xudanê Karîndar wiha gotiye.
Tevî ku hemû gel bi navê îlahê xwe bimeşin jî, Emê her û her bi navê Xwedayê xwe Xudan bimeşin.
Gotina Xudan ev e: “Ezê wê rojê kesên ketî berhev bikim. Ezê kesên sirgûnkirî û min ew êşandin bidim hev.
Ezê kesên ketî bidim jiyandin Û kesên sirgûnbûyî bikim miletekî hêzdar. Ezê li Çiyayê Siyonê, Ji niha û heta hetayê bibim Padîşahê wan.”
Ya birca keriyê pêz! Ya bilindciyê Siyona keç! Tê bigihîjî serweriya xwe ya berê. Ya Orşelîma keç, tê dîsa padîşahiya xwe bi dest bixî.
Tu çima niha bi dengekî bilind diqîrî? Ma padîşahê te tuneye? Gelo, ji ber ku şêwirmendê te miriye, Êşa jina zarok tîne, tu girtî?
Ya Siyona keç! Wekî jina zarok tîne, êş û janê bikişîne! Çimkî tê niha ji bajêr derkevî û li çolan kon vedî. Tê herî Babîlê û li wê derê bêyî azadkirin. Li wir, wê Xudan te ji destê dijminên te rizgar bike.
Lê niha pir milet li dijî te bûn yek. Ew dibêjin: “Bila Siyon qirêj be, Bila çavê me jî lê binêre.”
Lê ew fikrên Xudan nizanin. Xudan pîlan kir ku wan wekî gidîşa genim, Li ser bênderê bicivînin û ew fêm nakin.
Xwedê dibêje: “Ya Siyona keç! Rabe gêre bike! Çimkî ezê qiloçên te bikim hesin Û simên te bikim tûnc. Tê pir miletan hûr hûr bikî. Û tevahiya qezenca zordariyê bidî Xudan. Tê dewlemendiya wan bidî Rebê tevahiya dinyayê.
“Ya bajarê artêşan, niha artêşa xwe bide hev! Wan em dorpêç kirin, Wê bi darekî li rûyê serwerê gelê Îsraêl bixin.
“Lê tu, Bêtlehema Efrata! Tu di nav binemalên Cihûda de biçûk î, Lê ji bo min wê serwerê gelê Îsraêl ji nav te derkeve. Koka wî ji demên berê û rojên qedîm ve ye.”
Loma heta jina bizaro wî bîne dinyayê, Wê Xudan wan bide dest. Paşê wê merivên wî yên din vegerin nav gelê Îsraêl.
Wê bê û bi hêza Xudan Û bi rewnaqiya Xwedayê xwe Xudan Şivantiya gelê xwe bike. Wê gel di nav ewlehiyê de bijî, Çimkî wê seranserê dinyayê Mezinahiya wî qebûl bike
Û wê aştiyê bîne. Heke Aşûrî bên welatê me û pê li bircên me bikin, Emê heft şivan û heşt serekan derxin pêş wan.
Wê welatê Aşûrê bi şûr Û welatê Nemrûd bi şûrên tazî şivantiyê bikin. Heke Aşûrî derbasî sînorê me bibin û pê li welatê me jî bikin, Wê ev rêber me rizgar bikin.
Wî çaxî saxmayiyên ziriyeta Aqûb Ku di nava pir gelan de dimînin, Wê bibin wekî xunava Xudan şandiye Û barana ku av dide şînahiyê. Wê xwe nespêrin kesekî Û li benda alîkariya mirovan nemînin.
Şêr di nava heywanên çolê de çi be, Şêrê ciwan ê ku gava derbasî nav keriyên pêz dibe, Xwe davêje ser, perçe dike û mecala rizgariyê nade çi be, Wê saxmayiyên ziriyeta Aqûb Ku di nava pir gelan de dimînin, Di nav miletan de wisa bin.
Erê, hûnê dijminên xwe bi destê xwe têk bibin. Wê tevahiya neyarên we ji holê rabin.
Gotina Xudan ev e: “Wê rojê ezê hespên we ji nav we rakim, Ezê erebeyên we yên şer tune bikim.
Ezê bajaran ji nav welatê we rakim Û tevahiya sûrên we hilweşînim.
Ezê sêrbaziyê ji nav destên we rakim, Wê di nav we de falbaz nebin.
Ezê kevirbelên we û pûtên we yên qewartî ji nav we rakim, Hûnê êdî neperizin pûtên ku we bi destên xwe çêkirine.
Ezê ji nav we pûtên Aşêrayê bavêjim, Ezê bajarên we helak bikim.
Herwiha ezê bi hêrs û xezebê Miletên ku guhdarî nakin, ceza bikim.”
Guh bidin gotina Xudan! Rabin li ber çiyayan doza xwe bikin, Bila gir dengê we bibihîzin.
Çiyano! Ya bingehên domdar ên dinyayê! Doza Xudan bibihîzin! Çimkî Xudan ji gelê xwe dozdar e, Ji gelê Îsraêl gilîdar e.
Xudan dibêje: “Ya gelê min! Min çi bi te kiriye? Min bi çi awayî tu westandî? Bersiva min bide!
Yê ku ji welatê Misrê tu deranî ez im, Min tu ji warê koletiyê rizgar kirî. Min Mûsa, Harûn û Miryem li pêş te şandin.
Ya gelê min, pîlanên Balaqê Padîşahê Moavê bi bîr bîne! Bersiveke Balamê kurê Beor bîne bîra xwe. Ka ji Şîttîmê heta Gîlgalê çi qewimiye? Wê gavê tê bizanibî rizgariyên min.”
Ez bi çi herim hizûra Xudan, Bi çi awayî li ber Xwedayê Jorîn herim ser çokan? Gelo ez bi qurbanên şewitandinê Û bi golikê yeksalî derkevim ber wî?
Gelo wê Xudan bi hezaran beran An hezar çemên bi zeytê diherikin kêfxweş bibe? Ma ez ji bo gunehê xwe kurê xwe yê pêşî, Ji bo sûcê canê xwe, berê bedena xwe bidimê?
Mirovo! Xudan ya qenc û ya ji te dixwaze, gotiye. Ma wî nexwest ku tu edaletê pêk bînî, Ji dilovaniyê hez bikî Û bi nefsbiçûkî bi Xwedayê xwe re bimeşî?
Guhdar bin! Dengê Xudan gazî bajêr dike. Tirsa ji navê te şîret e. Ew dibêje: “Ya gel û civîna bajêr, guh bidin!
Xezîneyên xerabiyên li mala xeraban Û pîvana neheq bi bîr nayînim?
Ma ez mêzîna xerab Û tûrikê kevirên bihîle pak dihesibînim?
Dewlemendên we zordar in, Şêniyên we derewan dikin. Di devên wan de zimanê xapînok heye.
Ji ber gunehên we, min destpê kir Ku we ceza û wêran bikim.
Hûnê bixwin lê têr nebin, Wê zikê we vala û birçî bimîne. Hûnê berhev bikin, lê nikaribin veşêrin, Yê we veşart jî, ezê bidim ber şûran.
Hûnê biçînin lê hilneyînin, Hûnê zeytûnan biperçiqînin lê zeytê li xwe nedin, Hûnê tirî biguvêşin, lê şerabê venexwin.
We qanûnên Omrî û hemû kirinên Mala Ahav pêk anîn, Hûn beşdarî fen û fûtên wan bûn. Loma ezê we bikim wêrane Û şêniyên we bikim sedema fîkandinê. Hûnê barê riswatiya welatê min hilgirin.”
Wey li min! Ez bûm wekî kesê piştî berhevkirina fêkiyên havînê Û piştî çinîn û efarekirina tirî, gûşiyek jî nabîne. Hejîrên beriya havînê neman ku dilê min diçê!
Li welêt dilsozê Xwedê tuneye, kesê dilrast nema. Her kes ji bo xwînrijandinê kemînê datîne, Bira li pêş birayê xwe dafik datîne.
Herdu destên wan ji bo karên xerab jêhatî ne! Serek diyarî, dadger jî bertîl dixwaze, Mezin ya ku dixwazin didin kirin. Bi vî awayî edaletê xera dikin.
Çêtirê wan wekî zîwanê ye, Herî dilrastê wan mîna stiriyan e. Lê çawa ku pêxemberên wan ew hişyar kirin, Roja cezakirina wan hat. Niha şaş û metel in.
Bawerî bi cîranê xwe neyînin, Bi dostê xwe ewle nebin. Li ba jina ku di paşila we de radize, Hay ji devê xwe hebin.
Çimkî kur bavê xwe rezîl dike, Keç li dijî diya xwe, bûk li dijî xesûya xwe derdikeve. Dijminê mirov maliyên wî bi xwe ne.
Lê ezê berê xwe bidim Xudan, Ezê li benda Xwedayê rizgariya xwe bim. Xwedayê min wê min bibihîze.
Ya dijminê min! Gava bikevim şa nebe, ezê dîsa rabim! Çaxê ez li taristanê jî rûnim, Wê Xudan bibe ronahiya min.
Ji ber ku min li dijî wî sûc kir, Heta li doza min binêre û mafê min bistîne, Ezê li ber hêrsa Xudan xwe ragirim. Wê min derxe ronahiyê, Ezê edaleta wî bibînim.
Wê gavê wê dijmin min bibîne, Wê ew kesê ku ji min re gotiye: “Ka Xwedayê te Xudan li ku ye?!” şerm bike. Ezê ketina wan bi çavê xwe bibînim, Wê wekî heriya kuçeyan biperçiqin.
Roj tê ku wê sûrên te bên avakirin, Wê rojê wê sînorên te gelek berfireh bibin.
Wê rojê ji Aşûrê heta bajarên Misrê, Ji Misrê heta Çemê Feratê, Ji deryayê heta deryayê û ji çiyê heta çiyê, Wê ber bi te ve werin.
Lê ji ber xerabiyên şêniyên wir, Wê welatên wan wêran bibin.
Ya Xwedê! Bi gopalê xwe Ji gel û keriyê xwe re şivantiyê bike Ku li daristanê û li welatê berdar tenê dimîne. Wekî dema berê, bila niha jî li Başan û Gîladê biçêrin.
Wekî wan rojên ku te em ji welatê Misrê deranîn, Kerametan nîşanî gelê xwe bide!
Wê milet vê yekê bibînin Û tevî hemû xurtiya xwe şerm bikin. Wê destê xwe deynin ber devê xwe, Wê guhê wan ker bibe.
Wekî mar û heywanên li erdê dişêlin wê axê bialêsin. Wê bilerizin, ji asêgehên xwe derkevin Û li ber Xwedayê me Xudan bikevin sawê. Wê ji te bitirsin.
Ma îlahekî wekî te heye ku sûcan dibexişîne Û serhildanên saxmayiyên gelê xwe efû dike?! Ji ber ku tu bi dilovaniyê şa dibî, Tu heta hetayê bi hêrs namînî.
Tê dîsa li ber me bikevî, Tê neheqiyên me, di bin lingan de biperçiqînî. Tê tevahiya gunehên me, bavêjî binê deryayê.
Çawa ku rojên berê te ji bav û kalên me re sond xwariye, Tê ji Aqûb re dilsoz, ji Îbrahîm re dilovan bî.
Peyama li dijî Nînewayê. Nivîsa dîtinî ya Nahûmê Êlqoşî.
Xudan, Xwedayekî xîretkêş û heyfgir e, Xudan heyfê bistîne û tije xezeb e. Xudan heyfa xwe ji neyarên xwe distîne Û kîndarê dijminê xwe ye.
Xudan zû hêrs nabe, Lê di hêzê de mezin e. Ew sûcdaran esse bêceza nahêle. Riya Xudan di bager û bahozê de ye Û ewr toza piyê wî ye.
Erzê deryayê dişikêne û wê ziwa dike, Ava hemû çeman ziwa dike. Başan û Karmel diçilmisin, Kulîlka Lubnanê jî diçilmise.
Li ber wî çiya dihejin û gir dihelin, Li pêşberî wî, ji cihê xwe rûyê erdê dilebitin, Dinya û hemû şêniyên wê jî.
Kî dikare li ber xezeba wî bisekine? Kî dikare li ber hêrsa wî xwe ragire? Hêrsbûna wî wekî êgir dirije Û bi destê wî zinar perçe dibin.
Xudan qenc e, Di roja teng de sitargeh e, Kesên xwe dispêrinê, diparêze.
Lê wê warê Nînewayê bi lehiyan bi tevahî xerab bike Û wê dijminên xwe ber bi tariyê ve biqewitîne.
Çima hûn li dijî Xudan şêwra xerabiyê dikin? Wê bi tevahî xerab bike Û tengasî careke din serî hilnede.
Wekî stiriyan li hev pêçayî, Wekî vexwariyan serxweş bûn, Wekî pûş, ew bi tevahî daqurtandin.
Nînewa! Ji te şêwirmendê beredayî derket Ku li dijî Xudan xerabî dike.
Xudan wiha dibêje: “Tevî ku ew hêzdar û zêde ne jî, Wê wekî hiriyê bên birîn, Wê derbas bibin û nemînin. Ya gelê min! Min tu nizim kiribe jî, Ezê careke din te nizim nekim.
Niha ezê nîrê wî yê li ser te bişikênim, Ezê benên te biqetînim.”
Nînewa! Xudan fermana te daye! “Wê li ser navê te tu ziriyet ranebe. Ezê ji mala îlahên te pûtên te yên rijandî rakim û bavêjim. Ezê gora te çêkim, çimkî tu hatî nizimkirin.”
Va ye, lingê mizgînvan ku aştiyê dide bihîstin, Li ser çiyê ye! Cihûdayîno! Cejnên xwe bikin, Sozên xwe yên ji Xwedê re pêk bînin. Çimkî wê careke din di nav we re zilamên xerab derbas nebin. Ew bi tevahî hatine birîn û avêtin.
Yê ku wêran dike li dijî te derket, Kelehê biparêze, hay ji rê hebe! Pişta xwe girê bide, tevahiya hêza xwe bide hev.
Çimkî Xudan wê rewnaqiya Aqûb Û Îsraêlê bigihîjîne rewnaqiya berê. Çimkî wêrankeran ew wêran kirin Û rezên wan xera kirin.
Mertalên mêrxasên wî hatin sorkirin, Şervan cilên sor li xwe kirin. Di roja amadekirina wan de, Hesinên pola yên erebeyên şer wekî êgir dibiriqin Û rimên çamê dihejin.
Erebeyên şer wekî dînan li kolanan dibezin, Li meydanan di ser hev de diçin û tên. Wekî xetîreyan xuya dibin, Wekî brûskan dipekin.
Emrê leşkerên bijare hate dayîn, Lê gava tên diterpilin. Ew ber bi sûrên bajêr ve dibezin Û sûran xurt û qeyîm dikin.
Deriyên çeman vebûn Û qesir dihele.
Ferman pêk hat, Bajar sirgûn bû û hat birin. Xizmetkarên bajêr wekî kevokan şînê dikin Û li singê xwe dixin.
Nînewa bû wekî hewza ji avê vala dibe. Dibêjin: “Bisekinin, bisekinin!” Lê tu kes li pişt xwe nazivire.
Zêr talan bikin! Zîv talan bikin! Dawiya serwetê tuneye, Her cure tiştên hêja zêde ne!
Vala, vikîvala, wêran! Dil dihelin, çok dilerizin. Hemû hinav diêşin û hemû rû diçilmisin.
Ka li ku ye warê şêran? Li ku ye şikefta şêrên ciwan Ku şêr bi ferxên xwe re diçû û dihat Û tu kes ew neditirsandin?
Şêr ji bo ferxên xwe, bi têra xwe goşt perçe kir, Ji bo şêrên mê kuşt, Şikeftên xwe bi nêçîrê tije kirin, Warên xwe bi goşt dagirtin.
Gotina Xudanê Karîndar ev e: “Va ye ez li dijî te me, Ezê erebeyên te yên şer di nav dûyê de bişewitînim Û şûr wê şêrên te yên ciwan daqurtînin. Ezê ji ser rûyê erdê nêçîra te rakim Û êdî wê dengê qasidên te neyê bihîstin.”
Wey li bajarê xwînrijandinê! Ew seranser bi derew û talankariyê tije ye, Dawiya nêçîrê tuneye.
Dengê qemçiyê, dengê teqereqa tekelan! Hesp dibezin û erebeyên şer dipengizin!
Siwar tên pêş! Şûrê birqavêj, rima birqonek, Gelek kuştî, komên miriyan, Dawiya laşan tuneye! Piyê wan bi laşên wan diterpilin!
Her tişt ji ber fihûşên wê fahîşeyê derket, Ji ber wê yara xweşik, kêşîner û sêrbaz, Ku wê bi fihûşa xwe milet firotin Û bi sêrbaziya xwe jî gelan.
Gotina Xudanê Karîndar ev e: “Nînewayê! Va ye ez li dijî te me, Ezê dawa te bavêjim ser rûyê te. Ezê tazîbûna te nîşanî miletan Û şerma te nîşanî padîşahiyan bidim.
Ezê kirêtiyan bavêjim ser te, Ezê te rezîl bikim û bidim temaşekirin.
Hemû kesên li te binêrin wê ji te birevin Û bêjin: ‘Nînewa xera bûye, Wê kê ji bo wan li xwe bixe? Ezê kê bibînim ku te teselî bike?’”
Ma tu ji No-Amonê çêtir î? Ew bajar li ber Nîlê bû, Li derdorê av hebûn. Sûrên wî derya, dîwarên wî jî av bûn.
Kûş û Misir qeweta wî bêsînor bû, Pût û Lîbya alîkarên wî bûn.
Dîsa jî ew hat sirgûnkirin, Gelê wî êsîr bû. Zarokên wî jî li serê her kuçeyê hatin perçekirin. Ji bo rûmetdarên wî pişk hat avêtin, Hemû mezinên wî hatin zincîrkirin.
Tê jî serxweş bibî, Tê xwe veşêrî, Tê ji ber dijminan li sitargehekê bigerî.
Hemû kelehên te wekî darhejîrên berê pêşî ne, Heke bê daweşandin, wê bikevin devê kesê dixwe.
Va ye, leşkerên te bûn wekî jinan. Dergehên welatê te bi firehî ji dijminan re vebûn, Agir zirzeyên dergehên te daqurtandin.
Ji bo dorpêçkirinê ji xwe re avê bikişîne, Kelehên xwe zexim bike. Bikeve nava heriyê û pê li gilê bike, Qalibên kelpîçan rake.
Li wir wê agir te daqurtîne, Wê şûr te helak bike. Wê wekî kuliyan te bixwe û daqurtîne. Loma tu xwe wekî kuliyan zêde bike, Wekî kuliyên ciwan zêde bibe!
Te bazirganên xwe ji stêrên ezmanan jî zêdetir kirin, Lê wê kulî te bişelînin bifirin û herin.
Parêzvanên te wekî kuliyan, Fermandarên te wekî refê kuliyan in. Ew di hênikahiya rojê de Xwe li ser sincan datînin, Dema roj hiltê direvin Û tu kes nizane li ku ne.
Ya Padîşahê Aşûrê! Şivanên te xilmaşî, Mezinên te xewar in. Gelê te belav bû çû çiyê Û kesek tuneye berhev bike.
Derman tuneye êşa te bikewîne, Birîna te baş nabe. Her kesê xebera te dibihîze ji bo te li çepikan dixe, Çimkî kesek maye ku xerabiya te ya herdemî lê nebûye?
Peyama ku bi riya dîtiniyê ji Habaqûqê Pêxember re hat.
Ya Xudan, heta kengê ezê li te bikim hewar Û tê min nebihîzî? Ez ji te re diqîrim û dibêjim: “Zordarî heye!” Lê tu rizgar nakî!
Tu çima ewqas xerabiyê nîşanî min didî? Tu çima li ber ewqas neheqiyê xemsar î? Ez li ku dinêrim, xerakirin û zordarî heye. Pevçûn û berberî zêde dibe.
Loma hêza Şerîetê nemaye, Edalet qet pêk nayê. Xerab rastan dorpêç dikin, Jixwe edalet jî tuneye.
“Li miletan binêrin! Şaş û metel bimînin! Çimkî ezê di rojên we de tiştekî wisa bikim, Gava bê gotin, hûnê bawer nekin.
Ez Kildaniyan xurt dikim, Ew miletekî bêrehm û êrîşkar in. Dibezin tevahiya dinyayê, Warên ne yê wan e bi dest dixin.
Erjeng û tirsdar in, Rê û rêbazên xwe ew çêdikin, Li pey navê xwe ne.
Hespên wan ji pilingan leztir in, Ji gurên êvarê çalaktir in. Siwarên wan ji dûrî ve bi çargavî tên, Wekî teyr difirin, xwe davêjin ser nêçîrê.
Hemû ji bo zordariyê tên. Wekî bayê beriyê pêş ve diçin, Wek sêlakê êsîran kom dikin.
Tinazan bi padîşahan dikin, Henekan bi mîran dikin. Bi her kelehê dikenin, Axê li ber kom dikin û desteser dikin.
Paşê wek bayê tên û diçin. Ew sûcdar in, Hêza wan îlahê wan e.”
Ma yê ji herheyiyê ne tu yî, Ya Xudan, Xwedayê min ê pîroz? Tê nemirî. Ya Xudan, ji bo dîwana me te Kildanî hilbijartin? Ya zinarê me, ji bo cezayê me te ew diyar kirin?
Çavên te ewqas paqij in Ku li xerabiyê nanêrin. Tu nikarî neheqiyê ragirî. Tu çima li xayînan dinêrî? Gava xerab kesên ji xwe rastir dadiqurtînin, Tu çima bêdeng dimînî?
Te mirov kirine wek masiyên deryayan, Wekî afirîdên dişêlin bêserwer in.
Kildanî wan hemûyan bi şewkê derdixin. Bi torebenên xwe wan digirin, Bi torên xwe yên mezin berhev dikin. Ew şa û kêfxweş dibin.
Loma ji bo torên xwe qurbanan serjê dikin, Ji torên xwe yên mezin bixûrê pêdixin. Çimkî bi wan para wan gelek e, Xwarina wan zêde ye.
Ma wê bi berdewamî torên xwe vala bikin? Ma wê bi bêrehmî hemû miletan tune bikin?
Ez li cihê nobetê, li birca çavdêriyê bisekinim. Ez binêrim wê Xudan ji min re çi bêje, Binêrim bersiveke çawa dide gazinên min.
Xudan bersiva min da û got: “Tiştên tu bibînî, li ser lewheyan zelal binivîse, Qasidê ku bixwîne, bila hilde bibeze.
Tiştên dîtiniyê li benda dema xwe ya diyarkirî ne, Ew li ser rojên dawî dibêjin û derewan nakin. Bi derengî jî bikevin, li bendê bin, Bêguman wê bibin, wê dereng nemînin.
Li vî mirovê pesnê xwe dide binêrin, Niyeta wî ne pak e. Lê wê kesê rast bi baweriya xwe bijî.
Serwet xapînok e, Zilamê qure tu caran rihet nabe. Hergav wekî diyarê miriyan çavbirçî ye, Wek mirinê qet têr nabe. Hemû miletan bi dest dixe, Hemû gelan bindest dike.
“Ma wê hemû miletên bindest wî biçûk nebînin, Tinazên xwe pê nekin û nebêjin: ‘Wey li wî, tiştê ne yê wî ye desteser dike! Heta kengê tê xwe bi standina xeracê dewlemend bikî?’
Ma gelên tu xeracê ji wan distînî, Wê jinişkave serî li ber te ranekin? Wê hişyar nebin û te nebizdînin? Wî çaxî wê te talan bikin.
Ji ber ku te gelek milet talan kirin, Her kesê ji wan sax mane jî, Wê te talan bikin. Çimkî te xwîn rijand. Te zordarî li welat, bajar û şêniyên wan kir.
Wey li wî ku xaniyê xwe Bi qezenca neheq dadigire, Ji bo ku ji felaketê bireve, Mala xwe li bilindciyan ava dike!
Bi qirkirina gelek miletan Te mala xwe xera kir, Xwe şermezar kir.
Wê kevirên dîwaran biqîrin, Girşên darîn jî bersivê bidin.
Wey li wî ku bi xwînrijandinê bajaran ava dike, Bi zordarî gundan çêdike!
Şewitandina tevahiya keda gelan, Valabûna hewldanên neteweyan, Ma ne karê Xudanê Karîndar e?
Çawa av deryayan tije dike, Dinya jî wê bi zanîna rûmeta Xudan tije bibe.
Wey li wî ku bi cîranên xwe dide vexwarin, Şerabê dide heta ku serxweş dibin, Ku li tazîbûna wan binêre.
Ji dêla rûmetê hûnê rezîl û riswa bibin, Niha dora we ye, vexwin ku tazîbûna we xuya bibe. Tasa xezebê ya destê Xudan ê rastê wê bigihîje we, Wê rûmeta we bibe rezîlî.
Zordariya we li daristanên Lubnanê kir, wê bê serê we. Telefkirina heywanan wê we bibizdîne. Çimkî te xwîn rijand, Te zordarî li welat, bajar û hemû şêniyên wan kir.
Gelo pût ji çi re ne? Mirov şikil dide pûtan û peykerên rijandî, Ma ji bilî xapandinê bi kêrî çi tê? Çima kesek baweriya xwe bi berhema xwe tîne Ku tenê pûtekî bêziman e?
Wey li wî ku ji pûtê darîn re dibêje: ‘Hişyar bibe!’ Ji kevirê lal re dibêje: ‘Rabe ser xwe!’ Ma pût rê nîşan dide? Va ye, bi zêr û zîv hatiye pêçan, Lê di navê de hilma jiyanê tuneye.
“Xudan di Perestgeha xwe ya pîroz de ye. Bila tevahiya dinyayê li ber wî bêdeng be!”
Duaya Habaqûqê Pêxember, bi Şîgyonotê:
Ya Xudan, min nav û dengê te bihîst. Ya Xudan, li ber kirinên te ez şaş û metel mam. Di dema me de jî wan tiştan bike, Di dema me de jî wan bide zanîn. Lê çaxê tu hêrs dibî, dilovaniya xwe jî bi bîr bîne.
Xwedê ji Têmanê, Xwedayê Pîroz ji Çiyayê Paranê hat. Rewnaqiya wî ezmanan rapêçaye, Erd bi pesindana wî tije bû.
Biriqîna wî wek ronahiya rojê ye. Tîrêj ji destê wî dertên, Destê ku hêza wî tê de veşartî ye.
Kul li pêş wî diçe, Êşa mirinê li pey wî ye.
Ew sekinî û erd hejand, Bi awirê xwe milet lerizandin. Çiyayên qedîm tarûmar bûn, Girên herheyî tewiyan, Riyên Xwedê qet naguherin.
Min konên Kûşanê di tengasiyê de dîtin, Perdeyên çadirên Mîdyanê dilerizîn.
Ya Xudan, ma tu ji çeman hêrs bûyî? Xezeba te ji bo rûbaran e? Çaxê tu li hespên xwe, Li erebeyên xwe yên rizgariyê siwar bûyî, Ma xezeba te li dijî deryayan bû?
Te rahişt kevanê xwe, Tîrdanka xwe hilda. Te rûyê erdê bi çeman ji hev veqetand.
Bi dîtina te çiya hejiyan, Lehî rabûn û her tişt dan ber xwe. Kûrahiya deryayê kir xuşîn, Pêl bilind bûn.
Ji ber biriqîna tîrên te yên hildifirin, Ji ber şewqa rima te ya dibiriqe, Roj û heyv li cihên xwe sekinîn.
Tu bi hêrs li ser rûyê erdê meşiyayî, Te miletan bi xezeba xwe perçiqand û şikandin.
Tu rabûyî ku gelê xwe Û kesê kifşkirî rizgar bikî. Te serê mala kesê xerab pelişand, Ji serî heta binî hilweşand.
Leşkerên wî wekî bahozê hatin ku me tarûmar bikin, Bi hewes hatin ku bindestên veşartî daqurtînin, Lê te serên leşkerên kesê xerab bi rimên wan qul kirin.
Te bi hespên xwe li deryayê xist, Te ava rabûyî bilindtir kir.
Min bihîst û dilê min lê da, Ji gurmînê lêvên min ricifîn, Rizîbûn ket hestiyên min. Çokên min lerizîn. Lê ezê bi sebir li benda wê rojê bim Ku bibe felaketa gelê êrîşî me kir.
Heke darhejîr kulîlk nedin, Bi mêwan ve tirî tunebe, Darzeytûn berê xwe nedin, Zevî dexil nedin, Hevşî ji pez vala bibin Û di axuran de dewar nemînin,
Ezê dîsa jî bi Xudan şa bibim, Ezê bi Xwedayê rizgariya xwe bicoşim.
Reb Xudan hêza min e. Ew lingên min dike wekî lingên xezalan, Min li bilindciyan digerîne. Ji bo serkarê sazbend û stranbêjan, bi sazan.
Gotina Xudan a ku di rojên Yoşiyayê kurê Amonê Padîşahê Cihûdayê de, ji Sefanyayê kurê Kûşiyê kurê Gedalyayê kurê Amaryayê kurê Hîzqiya re hatiye, ev e:
“Ezê her tiştî ji ser rûyê erdê rakim.” Ev e gotina Xudan.
“Ezê mirov û heywanan rakim, Ezê teyrên ezmanan û masiyên deryayan, Zilamên xerab û dafikên wan ên gunehan rakim. Ezê ji ser rûyê erdê mirovan helak bikim.” Ev e gotina Xudan.
“Ezê destê xwe li dijî gelê Cihûda, Li dijî tevahiya şêniyên Orşelîmê dirêj bikim. Ezê ji vê derê, Bermayiyên ji Baal, Navê pûtperest û kahinên pûtperest,
Kesên li ser banan Ji nexşên ezmanan re diçin ser çokan, Kesên diçin ser çokan Û hem bi navê Xudan, Hem jî bi navê Molek sond dixwin,
Kesên ji riya Xudan averê dikin, Li Xudan venagerin Û pirsa wî nakin, helak bikim.
Li ber Reb Xudan hiş be! Çimkî roja Xudan nêzîk e. Xudan qurbanekê amade kir, Vexwendiyên xwe pîroz kir.
Di roja qurbana Xudan de, Ezê tevahiya serekan û kurên padîşah, Tevî hemû kesên li gorî kevneşopiyên xerîban diçin ceza bikim.
Wê rojê ezê hemû pûtperestên Ku bi zordarî û hîleyan Malên îlahên xwe dadigirin ceza bikim.”
Gotina Xudan ev e: “Wê rojê ji Dergehê Masiyan hewar, Ji Taxa Duyemîn zarîn Û ji giran wê dengê şikestina mezin were.
Ya şêniyên Maktêşê bikin zarîn! Çimkî wê hemû bazirgan tune bibin, Hemû kesên barê wan zîv e, helak bibin.
Wê rojê, ezê bi qendîlan li Orşelîmê bigerim. Ezê zilamên ehlê kêfê Ku di dilê xwe de dibêjin: ‘Xudan başiyê jî nake, Xerabiyê jî nake’ ceza bikim.
Wê serweta wan talan, Malên wan wêran bibe. Wê malan ava bikin, Lê wê tê de rûnenên. Wê rezan deynin, Lê wê ji şeraba wê venexwin.”
Roja mezin a Xudan nêzîk e, Nêzîk e û pir bi lez tê. Dengê roja Xudan tehl e, Egîd jî wê li wê derê binale.
Ev roj, roja xezebê ye. Roja teng û derdê, Roja helakbûn û wêraniyê ye. Roja tarî û taristanê, Roja ewran û tariya kûr e.
Roja borîlêxistin û qîrînên Li dijî bajarên bisûr Û li dijî bircên bilind e.
“Ezê tengasiyê bînim ser mirovan Û wê wek koran bimeşin. Çimkî li dijî Xudan guneh kirin. Wê xwîna wan wek tozê, Goştê wan wek ziblê bê rijandin.”
Wê di roja xezeba Xudan de Zîvên wan jî, zêrên wan jî Wê nikaribe wan rizgar bike. Di agirê xîreta Xudan de Wê tevahiya welêt bê daqurtandin. Çimkî wê hemû şêniyên welêt ber bi dawiyê, Ber bi dawiyeke tirs û sawê ve bibe.
Bicivin! Gelê bêşerm, bicivin!
Beriya ku ferman rabe Û roj wek hûrika kayê derbas bibe, Beriya ku hêrsa dijwar a Xudan bi ser we de were Û beriya ku hêrsa roja Xudan bi ser we de were, bicivin!
Tevahiya nefsbiçûkên welêt Yên ku bi rê û rêbazên Xudan dikin, Li Xudan bigerin! Li edaletê bigerin, Li nefsbiçûkiyê bigerin. Dibe ku di roja hêrsa Xudan de Hûn bên parastin.
Wê esse Xeza vikîvala bimîne. Wê Aşqelon wêran bibe. Wê dema nîvro Aşdod bê valakirin, Wê Eqron ji kokê ve bê rakirin.
Wey li şêniyên li keviya deryayê, Li miletê Kerêtiyan! Ya Kenanê! Ya welatê Filîstiyan! Gotina Xudan li dijî we ye! Ezê te tune bikim Û wê rûniştî nemîne.
Wê keviya deryayê bibin mêrg, Şikeftên şivanan û hevşiyên keriyan.
Wê ev der bibin milkê bermayiyên Mala Cihûda. Wê li ser wê keriyên xwe biçêrînin Û bi şev li malên Aşqelonê razên. Çimkî Xwedayê wan Xudan wê hay ji wan hebe Û wê bermayiyên wan vegerîne firehiya berê.
Min tinazên Moavê Û riswakirinên Emmoniyan bihîstin. Min tinazkirina wan a li ser gelê min Û gefxwarina wan a li dijî herêmên wî jî bihîstin.
Gotina Xudanê Karîndar, Xwedayê Îsraêl ev e: Ji ber vê yekê, ez bi serê min bikim, Wê Moav bibe wek Sodomê, Wê Emmonî bibin wek Gomorayê. Wê bibin milkê gezgezkê û kortên xwê, Wê her û her wêrane bibin. Wê bermayiyên gelê min wan talan bikin Û wê saxmayiyên miletê min wan wek mîras bistînin.
Wê ev bibe berdêla quretiya wan. Çimkî wan tinaz û gefxwarin kirin, Wan li dijî gelê Xudanê Karîndar ev yek kirin.
Wê Xudan li dijî wan tirsdar be, Wê tevahiya îlahên dinyayê bihelîne. Wê hemû miletên li keviyên deryayê Ji cihê xwe biperizin wî.
“ Kûş îno, hûnê jî Bi şûrê min bên kuştin!”
Wê Xudan destê xwe dirêjî bakur bike Û Aşûrê tune bike. Wê Nînewayê wêran bike, Wek beriyê ziwa bike.
Keriyên her cure heywanên miletan, Wê di nav wê de razên. Wê bûm û jîjo jî Şeva xwe li ser stûnên wî derbas bikin. Wê li pencereyan dengê wan bilind bibe Û xerabe bi ser şemîkan ve bên xwarê. Çimkî wê nexşên dîwarên ji dara sedrê bên standin.
Va ye bajarê ku şahiyê dikir Û difikirî ku di ewlehiyê de ye! Ev e bajarê di dilê xwe de dibêje: “Ez heme û ji bilî min kes tuneye.” Çawa bû wêraneyek Û cihekî razanê yên heywanan! Her kesê di ber re derbas dibe Wê bifîkîne û jê re tewtew bike.
Wey li wî bajarê serhildêr, pîs û zordar!
Wî guhdariya dengekî nekir Terbiye jî qebûl nekir. Bi Xudan ewle nebû, Nêzîkî Xwedayê xwe nebû.
Serwerên bajêr wekî şêran dikin himîn, Serekên wî gurên êvaran in. Heta serê sibê tiştekî nahêlin.
Pêxemberên bajêr bêserûber û xayîn in. Kahinên wî Pîrozgeh herimand, Zorê li Şerîetê kir.
Xudanê tê de rast e, Ew neheqiyê nake. Ew her sibe edaleta xwe pêk tîne Û her şeveq wê bernade. Lê kesê neheq nizane şerm çi ye.
Xudan dibêje: “Min milet helak kirin, Bircên wan wêran bûn. Min kuçeyên wan xerab kirin, Tu kes tê re derbas nabe. Bajarên wan helak bûn, Kesek nema, rûniştî tuneye.
Min di dilê xwe de got: ‘Wê gelê min esse ji min bitirse û terbiye qebûl bike. Wê malên te neyên tunekirin, Cezakirina min jî bi ser wan de neyê.’ Dîsa jî ew zû rabûn ku hemû karên xwe xerab bikin.”
Li ser vê yekê gotina Xudan ev e: “Heta roja ku ezê rabim şahidiyê, Li benda min bin. Çimkî hikmê min ev e: Ezê miletan berhev bikim, Ezê padîşahiyan bidim hev Û xezeba xwe li ser wan, Tevahiya hêrsa xwe ya dijwar li ser wan birijînim. Çimkî tevahiya dinyayê Wê ji hêla agirê xîreta min ve bê daqurtandin.
“Wî çaxî ezê lêvên miletan pak bikim Ku hemû gazî navê Xudan bikin Û mil bi mil ji min re xizmetê bikin.
Ji aliyê din ê çemên Kûş ê, Wê kesên diperizin min. Gelê min ê belavbûyî, Pêşkêşiyan ji min re bînin.
Tê wê rojê ji ber tevahiya karên xwe Yên te li dijî min kirine, şerm nekî. Çimkî ezê kesên bi pozbilindiyê şahiyê dikin, Wê gavê ji nav te rakim. Êdî tê careke din Li çiyayê min ê pîroz qure nebî.
Lê ezê di nav te de Gelekî belengaz û nefsbiçûk bihêlim Û wê xwe bispêrin navê Xudan.
Bermayiyên Îsraêl wê neheqiyê nekin. Wê derewan nekin, Di devê wan de Wê zimanekî hîlekar tunebe. Wê biçêrin û razên Û wê tu kes wan netirsîne.”
Ya keça Siyonê, stranan bêje! Ya Îsraêl, bi kêf biqîre! Bi hemû dilê xwe kêfxweş be! Keça Orşelîmê, şahî bike!
Xudan cezayên te rakirin, Dijminên te qewitandin. Xudanê Padîşahê Îsraêl, Di nav te de ye, Êdî tê ji xerabiyê netirsî.
Wê rojê wê ji Orşelîmê re bê gotin: “Ya Siyon netirse! Bila sist nebe destê te.
Xwedayê te Xudan Rizgarkarekî hêzdar e Û di nav te de ye! Wê ji bo te şa û kêfxweş bibe. Wê bi hezkirina xwe te nû bike, Ji bo te wê bi stranan dilgeş bibe.
Ezê hesreta ji bo cejnan Ji nav te rakim. Ew ji bo te bar û riswatî ye.
Va ye, ezê wî çaxî belaya xwe bidim Hemû kesên ku li te eziyet kirin. Ezê kesê kulek rizgar bikim, Kesên sirgûnbûyî berhev bikim. Ezê şerma wan bikim Pesin û navdarî û li seranserê dinyayê belav bikim.
“Gava min hûn berhev kirin Ezê dîsa we bînim malê. Gava min di çavên we de Hûn vegerandin firehiya we ya berê, Ezê navdarî û pesnê bidim we Ku di nav hemû gelên dinyayê de hebe” dibêje Xudan.
Di dusaliya padîşahiya Daryûs de, di roja pêşî ya meha şeşan de, gotina Xudan bi riya Hagayê Pêxember, ji Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêlê Waliyê Cihûdayê û Yêşûyê Serkahinê kurê Yehosadaq re hat û got:
“Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Li gorî gel dibêje, dema jinûveavakirina Mala Xudan hê nehatiye.’”
Li ser vê yekê gotina Xudan bi riya Hagayê Pêxember hat û got:
“Ev mal hê jî xerabe ye, lê hûn çawa di malên darkiraskirî de rûdinin?”
Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Baş li riyên xwe bifikirin!
We gelek tov reşand, lê we kêm da hev. Xwarina we heye, lê têrxwarina we tuneye! Hûn dinoşin, lê nacoşin. Hûn li xwe dikin, lê germ nabin. Hûn heqdestê xwe distînin, lê dixin kîsikê qul.”
Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Baş li riyên xwe bifikirin!
Rabin derkevin serê giran, daran bînin û Malê ji nû ve ava bikin. Wisa çêkin ku Mal bi dilê min be û pê rûmetdar bibim” dibêje Xudan.
“Hûn li hêviya dexlan zêde bûn, lê hindik pêk hat. We çi anî mala xwe, min da ber bayê.” Ev e gotina Xudanê Karîndar. “Gelo çima? Çimkî Mala min hê xerabe ye, lê xema we tenê mala we ye.
Ji ber vê yekê ezman xunava xwe, erd berê xwe nade we.
Min hişkesalî şand ser welat û çiyayên wî; ser dexil, şeraba nû, zeyt, berên axê, mirov û heywanên wî û ser tevahiya keda destên we.”
Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêl, Yêşûyê Serkahinê kurê Yehosadaq û tevahiya gelê ji sirgûnê vegeriya guh da dengê Xwedayê xwe Xudan û gotinên Hagayê Pêxemberê ku Xwedayê wan Xudan şandibû. Gel ji Xudan tirsiya.
Paşê Hagayê qasidê Xudan ev gotina Xudan ji gel re got: “Gotina Xudan ev e: ‘Ez bi we re me.’”
Bi vî awayî Xudan ruhê Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêlê Waliyê Cihûdayê, ruhê Yêşûyê Serkahinê kurê Yehosadaq û ruhê tevahiya gelê ji sirgûnê vegeriya hişyar kirin. Piştre ew hatin û di Mala Xwedayê xwe Xudanê Karîndar de dest bi xebatê kirin.
Ev bûyer di roja bîst û çarê meha şeşan a dusaliya padîşahiya Daryûs de pêk hat.
Di roja bîst û yekê meha heftan de, gotina Xudan bi riya Hagayê Pêxember hat û got:
“Ji Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêlê Waliyê Cihûdayê, Yêşûyê Serkahinê kurê Yehosadaq û ji gelê ji sirgûnê vegeriya re bêje:
‘Gelo di nav we de kesek maye ku rûmeta berê ya vê Malê dîtiye? Niha ji we re çawa dike? Çawa ku tiştek nemabe xuya dike, ne wisa?
Ya Zerûbbabîl tu niha wêrek be!’” Ev e gotina Xudan. “‘Ya Yêşûyê Serkahinê kurê Yehosadaq, wêrek be! Ya gelê welêt, wêrek be!’” Ev e gotina Xudan. “‘Vî karî bidomînin. Ji ber ku ez bi we re me.’” Ev e gotina Xudanê Karîndar.
“‘Gava hûn ji Misrê derketin, min li ser vê yekê soz da we. Ruhê min di nav we de ye. Netirsin!’
“Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Ezê di demeke nêzîk de careke din erd û ezman, derya û bejahiyê bihejînim.
Ezê hemû miletan bihejînim û wê tiştên hêja yên hemû miletan bên vir. Ezê vê Malê bi rûmetê dagirim’” dibêje Xudanê Karîndar.
“‘Zêr jî, zîv jî yê min e.’” Ev e gotina Xudanê Karîndar.
“‘Rûmeta Mala nû wê ji ya berê zêdetir be’” dibêje Xudanê Karîndar. “‘Ezê aştiyê bidim vê derê.’” Ev e gotina Xudanê Karîndar.
Di roja bîst û çarê meha nehan a dusaliya padîşahiya Daryûs de gotina Xudan ji Hagayê Pêxember re hat û got:
“Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Derbarê Şerîetê de ji kahinan bipirse û bêje:
Heke kesek di dawa xwe de goştê hatiye pîrozkirin hilde û ew daw li nan û xwarin, şerab û rûnê zeytê yan jî li xwarineke din bikeve, ew xwarin jî pîroz dibin an na?’” Kahinan got: “Nabin!”
Hagay axaftina xwe wiha berdewam kir: “Kesekî ku ji ber laşê mirî qirêj bûbe, heke derekî wî li yek ji van tiştan bikeve, gelo ew jî qirêj dibe yan na?” Kahinan wiha bersiv da: “Belê, qirêj dibe.”
Li ser vê yekê Hagay got: “Ev gel, ev milet di çavê min de wiha ye.” Ev e gotina Xudan. “Her kirinên wan û her tiştên li gorîgehê pêşkêş dikin qirêj e.
“Niha ji îro û pê ve baş li ser vê yekê bifikirin. Bifikirin beriya kevir li ser kevir were danîn rewşa Perestgeha Xudan çawa bû.
Di wan deman de, gava zilamek digihîşt ber loda bîst elbî, rastî deh elban dihat. Gava dihat mehserê ku pêncî cer şerabê derxe, didît ku bîst cer şerab heye.
Min tevahiya keda destê we bi germeba, bi kifik û zîpikê tune kir. Lê hûn li min vegeriyan.” Ev e gotina Xudan.
“Ji kerema xwe baş bifikirin! Îro roja bîst û çarê meha nehan e. Hîmê Perestgeha Xudan hat avêtin. Ji îro û pêve li van tiştan baş bifikirin:
‘Ma di embarên we de tov hebû? Mêw, hejîr, hinar, darzeytûn heta îro jî qet ber dabûn? Lê ezê ji niha û pê ve bereketê bi ser we de bibarînim.’”
Di roja bîst û çarê mehê de, gotina Xudan careke din ji Hagay re hat û got:
“Ji Zerûbbabîlê Waliyê Cihûdayê re bêje: ‘Ezê erd û ezmanan bihejînim.
Ezê textên padîşahiyan birûxînim û hêza padîşahiyên miletên din tune bikim. Ezê erebeyên şer û siwarên wan serobino bikim. Hesp û siwarên wan jî wê bikevin. Wê tevahiya wan bi şûrê birayên wan bên kuştin.’”
Gotina Xudanê Karîndar ev e: “‘Wê rojê ezê te hildim, ya xulamê min Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêl.’” Ev e gotina Xudan. “‘Ezê te bikim mîna mora serweriyê. Çimkî min tu hilbijartî.’” Ev e gotina Xudanê Karîndar.
Di meha heştan a dusaliya padîşahiya Daryûs de gotina Xudan ji Zekeriyayê Pêxemberê kurê Berekyayê kurê Îddo re hat û got:
“Xudan ji bav û kalên we pir hêrs bûye.
Loma ji gel re bêje ku Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Li min vegerin!’ Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Ezê jî li we vegerim.’” Ev e gotina Xudan.
“‘Wekî bav û kalên xwe tevnegerin! Pêxemberên berê digot ku Xudanê Karîndar wiha dibêje: Ji rê û kirinên xwe yên xerab vegerin! Lê wan nebihîst, wan guhdariya min nekir.’” Ev e gotina Xudan.
“‘Ka bav û kalên we li ku ne? Ma pêxember jî her û her dijîn?
Gotin û qanûnên ku min li xulamên xwe yên pêxember emir kirine, ma negihîştin bav û kalên we?’ “Loma ew jî zivirîn û gotin: ‘Xudanê Karîndar li rê û kirinên me nihêrî û ji bo me çi fikirî be kir.’”
Di dusaliya padîşahiya Daryûs de, di roja bîst û çarê meha Şevatê ku meha yanzdehan e, gotina Xudan ji Zekeriyayê Pêxemberê kurê Berekyayê kurê Îddo re hat.
Min bi şev kesek dît ku li hespekî sor siwar bûye. Ew di nav darên mêrsînê yên gelî de bû. Li pey wî hespên sor, gewr û spî hebûn.
Min got: “Ezbenî ev çi ne?” Milyaketê ku bi min re dipeyivî got: “Ezê nîşanî te bidim ka ev çi ne.”
Kesê di nav darên mêrsînê de sekiniye wiha got: “Ev ew kes in ku ji bo li dinyayê bigerin Xudan şandine.”
Wan kesan ji milyaketê Xudan ê di nav darên mêrsînê de sekiniye re gotin: “Em li tevahiya dinyayê geriyan. Va ye dinya di nav aştî û aramiyê de ye.”
Milyaketê Xudan got: “Ya Xudanê Karîndar, ma tê heta kengê ji Orşelîm û bajarên Cihûdayê rehma xwe texsîr bikî ku ev heftê sal in tu li wan hêrs bûyî?”
Xudan bi gotinên baş û teselîkar bersiv da milyaketê ku bi min re peyivî.
Milyaketê ku bi min re peyivî got: “Gazî bike û bêje: ‘Xudanê Karîndar wiha dibêje: Xîreta min a mezin li ser Orşelîm û Siyonê heye.
Li ser miletên bêxem hêrsa min a mezin heye. Çimkî gava ez hinek hêrs bûm, wan da pişta xerabiyê.’
“Loma Xudan wiha dibêje: ‘Ez bi rehmê vegeriyam Orşelîmê. Wê Mala min li wê derê bê avakirin.’” Ev e gotina Xudanê Karîndar. “‘Wê benê pîvanê li ser Orşelîmê bê kişandin.’
“Careke din gazî bike û bêje: ‘Xudanê Karîndar wiha dibêje: Wê tiştên baş di nav bajarên min de belav bin. Wê Xudan dîsa Siyonê teselî bike. Wê dîsa Orşelîmê hilbijêre.’”
Min serê xwe rakir û nihêrî, va ne çar qiloç.
Min ji milyaketê ku bi min re dipeyive re got: “Ev çi ne?” Wî got: “Ev ew qiloç in ku Cihûda, Îsraêl û Orşelîmê belav kirine.”
Xudan çar hoste nîşanî min da.
Min pirsî: “Ev ji bo çi tên?” Milyaket got: “Ev ew qiloç in ku gelê Cihûda wisa belav kirin ku kesî nekarî serê xwe rake. Ev hoste jî hatine ku wan miletên qiloçên xwe li dijî welatê Cihûda rakirine û gelê wê belav kirine, bitirsînin û li erdê bixin.”
Min serê xwe rakir û dît ku kesek dît ku di destê wî de benikê pîvanê hebû.
Min jê pirsî: “Tu diçî ku?” Wî got: “Ez diçim Orşelîmê ku bizanibim berfirehî û dirêjahiya wê çiqas e.”
Milyaketê ku bi min re peyivî ji ba min rabû çû. Yekî din jî rabû ku pêşwaziya wî bike
û got: “Bazde, ji wî xortî re bêje: ‘Ji ber zêdebûna mirov û heywanên ku tê de bijîn, wê Orşelîm bibe bajarekî bêsûr.
Gotina Xudan ev e: Ezê bixwe ji çermedorê wê re bibim dîwarekî ji êgir û di nav de jî bibim rûmet.’”
Gotina Xudan ev e: “Rabin, rabin! Ji herêma bakur birevin. Ji ber ku min hûn li çar aliyên ezmanan belav kirin.” Ev e gotina Xudan.
“Ya Siyona ku li Babîla delal dimîne! Bireve û rizgar bibe!”
Çimkî Xudanê Karîndarê ku wî ez birûmet kirim û şandim miletên ku wan hûn talan kirine, wiha got: “Kesê dest bide we, wê dest bide bîbika çavê min.
Ezê destên xwe li dijî wan rakim û wê bibin talanê koleyên xwe.” Wê gavê hûnê bizanin ku Xudanê Karîndar ez şandime.
“Ya Siyona keç, ji kêfan biqîre! Şa be! Çimkî va ye ez têm û ezê di nav te de rûnim.” Ev e gotina Xudan.
“Wê rojê wê gelek milet bi Xudan ve bên girêdan. Wê bibin gelê min. Ezê di nav te de rûnim.” Tê bizanî ku Xudanê Karîndar ez şandime ba te.
Wê wekî para xwe, Xudan di nava axa pîroz de, Cihûdayê ji xwe re bike mîras û dîsa Orşelîmê hilbijêre.
Hemû beşer, li ber Xudan hiş bin! Ji ber ku ew ji warê xwe yê pîroz rabû û tê.
Xudan, Yêşûyê Serkahinê ku li pêş Milyaketê Xudan û Îblîsê ku ji bo sûcdariya Yêşû bike li milê wî yê rastê bû, nîşanî min da.
Xudan ji Îblîs re got: “Bila Xudan erzê te bişikêne. Îblîso, Xudanê ku Orşelîmê hilbijart, erzê te bişikêne. Ma ev mirov, ne ew êzingê nîvşewitî ye ku ji nav êgir hatiye derxistin?”
Yêşû li ber milyaket sekinîbû û cil û bergên qirêj li xwe kiribûn.
Milyaket, ji milyaketên pêşberî xwe re got: “Cil û bergên qirêj jê bikin.” Paşê berê xwe da Yêşû û got: “Va ye min sûcê li ser te rakir. Ezê cil û bergên xweşik li te bikim.”
Min got: “Bila şaşikeke paqij bidin serê wî.” Wan şaşikeke paqij li serê Yêşû pêça û cil û berg lê kirin. Milyaketê Xudan jî li ba wî sekinî bû.
Milyaketê Xudan, Yêşû hişyar kir û jê re got:
“Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Heke tu di riya min de bimeşî û peywirên ku didim te pêk bînî, tê serweriya Mala min û peywirdariya hewşên min jî bikî. Ezê destûr bidim ku tu li nav wan ên ku li vir disekinin, derkevî hizûra min.
“‘Ya Yêşûyê Serkahin! Tu û hevalên te yên kahin ên li ber te rûniştine guhdar bin! Çimkî ew, mirovên nîşanê ne. Va ye ezê xulamê xwe Gulî derxim meydanê.
Va ye kevirê ku min daniye ber Yêşû. Li ser wî heft çavî hene. Ezê nivîsa qewartî li ser wî binivîsim.’ Ev e gotina Xudanê Karîndar. ‘Ezê di nava rojekê de sûcê vî welatî ji holê rakim.’
Gotina Xudanê Karîndar ev e: ‘Wê rojê, wê her yek ji we gazî cîranê xwe bike ku were û li bin mêwê û darhejîrê rûne.’”
Milyaketê ku bi min re dipeyivî dîsa vegeriya û mîna kesekî ku ji xewê hişyar bike, ez hişyar kirim.
Ji min re got: “Tu çi dibînî?” Min got: “Şamdankeke zêrê xas dibînim. Li ser wê taseke zeytê, li ser wê jî heft qendîl hene. Li ser qendîlan jî heft cihok hene.
Li ba şamdankê du darzeytûn hebûn. Yek li rasta tasê, yek jî li çepa tasê bû.”
Min ji milyaketê ku bi min re dipeyivî re got: “Ezbenî ev çi ne?”
Wî got: “Ma tu nizanî ev çi ne?” Min got: “Na ezbenî.”
Wî ji min re got: “Gotina Xudan a ji bo Zerûbbabîl ev e: ‘Wê ne bi hêz û qewetê lê bi Ruhê min be’ dibêje Xudanê Karîndar.
‘Ma tu kî yî, ya çiyayê mezin? Tê li ber Zerûbbabîl bibî deştek! Gava ew kevirê dawî yê banê Perestgehê bîne, wê jê re biqîrin û bibêjin: Nûwaze! Nûwaze!’”
Gotina Xudan ji min re hat û got:
“Destên Zerûbbabîl hîmê vê malê danî. Wê destên wî jî wê temam bike.” Wê gavê hûnê bizanin ku Xudanê Karîndar ez şandim ba te.
Ma roja çêkirina tiştên biçûk kî kêm dibîne? Gava mirov di destê Zerûbbabîl de benikê pîvanê bibînin, wê şa bibin. Ew heft qendîl çavê Xudan in. Ew li seranserê dinyayê digerin.
Min ji milyaket re got: “Du darzeytûnên li aliyê rastê û çepê yê şamdankê çi ne?”
Min berdewam kir û got: “Ev herdu guliyên zeytûnê yên li kêleka lûleyên zêrîn ku rûnê zêrîn diherikînin, çi ne?”
Wî ji min re got: “Tu nizanî ew çi ne?” Min got: “Na ezbenî.”
Milyaket got: “Ev du kes in ku bi rûnê zeytê hatine kifşkirin û li hizûra Rebê tevahiya dinyayê disekinin.”
Min serê xwe rakir û tomareke ku difire dît.
Milyaket ji min re got: “Tu çi dibînî?” Min got: “Tomareke ku difire dibînim. Dirêjahiya wê bîst gaz, berfirehiya wê deh gaz e.”
Milyaket ji min re got: “Ev ew nalet e ku wê li seranserê welêt belav bibe. Çimkî her kesê dizî kiriye li gorî nivîsa aliyekî tomarê wê bê avêtin. Her kesê ku sonda derewîn kiriye jî, wê li gorî nivîsa aliyê din bê qewitandin.
Gotina Xudan ev e: ‘Ezê bikim ku ew bikeve. Wê bikeve mala kesê dizek û kesê li ser navê min sonda derewîn dixwe. Wê li ser vê malê bimîne û tevî dar û kevirê wê, wê tevahiya malê telef bike.’”
Milyaketê ku bi min re dipeyivî hat û ji min re got: “Serê xwe rake û binêre. Ev tiştê ku derdikeve çi ye?”
Min got: “Ev çi ye?” Wî got: “Ev sîtil e.” Wî berdewam kir û got: “Ev neheqiya gelê tevahiya welêt e.”
Qepaxa zirincî hat rakirin. Di nava sîtilê de jinek rûniştî bû.
Milyaket got: “Va ye ev xerabî ye!” Paşê jinikê dehfî nava sîtilê kir û devê wê bi qepaxa zirincî girt.
Min serê xwe rakir û dît ku du jin dihatin. Baskên wan ên ku dişibiyan baskên leglegan hebûn û ba di baskên wan de bû. Wan sîtil hilda û ber bi ezmanan ve bilind kir.
Min ji milyaketê bi min re dipeyivî re got: “Sîtilê bi ku ve dibin?”
Wî ji min re got: “Ji bo ku ji jinikê re xaniyekê ava bikin, ber bi welatê Şînarê ve dibin. Gava xanî ava be, wê deynin cihê wê.”
Min careke din serê xwe rakir û dît ku ji nav du çiyayên tûncîn, çar erebeyên şer derketin û tên.
Di erebeya pêşî de hespên sor, di ya diduyan de reş,
di ya sisêyan de spî, di ya çaran de hespên belek hebûn. Her hesp xurt bû.
Min ji milyaketê bi min re dipeyivî re got: “Ev çi ne ezbenî?”
Milyaket got: “Ev çar ruhên ezmanan in ku ji cihê xizmeta Rebê tevahiya dinyayê derketine.
Erebeya ku hespên reş dikişîne ber bi bakur ve, erebeya hespên spî ber bi rojava ve, erebeya hespên belek jî ber bi başûr ve diçe.”
Gava hespên beza derketin, ew ji bo li ser dinyayê bigerin, dixwestin herin. Milyaket ji wan re got: “Herin li ser dinyayê bigerin.” Ew rabûn geriyan.
Milyaket gazî min kir û got: “Binêre, yên ber bi bakur ve çûn, li wir hêrsa min kêm kir.”
Gotina Xudan ji min re hat û got:
“Ji kesên ji sirgûna Babîlê vegeriyane –ji Helday, Toviya û Yedaya– diyariyên wan bistîne û hema wê rojê here mala Yoşiyayê kurê Sefanya.
Ji zêr û zîvê te stand tacekê çêke û deyne serê Yêşûyê Serkahinê kurê Yehosadaq.
Jê re bêje: ‘Xudanê Karîndar wiha dibêje: Va ye mirovê bi navê gulî! Wê ji cihê xwe şax vede û Perestgeha Xudan ava bike.
Belê, kesê Perestgeha Xudan ava bike ew e. Wê heşmet li ser be. Wê li ser textê xwe rûne û serweriyê bike. Wê kahin li ser textê xwe be. Herwiha wê di navbera herduyan de ahengek hebe.’
Ji bo bîranîna Helday, Toviya, Yedaya û Yoşiyayê kurê Sefanya, wê tac li Perestgeha Xudan were dayîn.
Kesên dûr jî wê werin û ji bo avakirina Perestgeha Xudan kar bikin. Loma hûnê bizanibin ku Xudanê Karîndar ez şandime ba te. Heke hûn baş guhên xwe bidin dengê Xwedayê we Xudan, wê ev yek pêk bê.”
Di roja çarê meha nehan –ku meha Kîslevê ye– a çarsaliya padîşahiya Daryûs de gotina Xudan ji Zekeriya re hat.
Gelê Bêt-Êlê, Sareser, Regem-Melek û mirovên wan şandin hizûra Xudan ku jê lava bikin
û ji kahinên Mala Xudanê Karîndar û pêxemberan bipirsin: “Çawa ku me bi salan e dikir, di meha pêncan de em bigirîn û rojî bigirin?”
Gotina Xudanê Karîndar ji min re hat û got:
“Ji tevahiya gelê welêt û kahinan re bêje: ‘Gava we ji bo wan heftê salan, di meha pêncan û meha heftan de rojî digirt û şînê dikir, ma bi rastî we ji bo min kir?
Ma we ji bo xwe nedixwar û venedixwar?
Dema Orşelîm, bajarên derdora wê, Negev û Şefêla tije bûn û di firehiyê de bûn, ma peyvên ku Xudan bi riya pêxemberên berê gotibû ne ev bûn?’”
Gotina Xudan ji Zekeriya re hat û got:
“Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Bi hikmên rast dîwanê bikin. Rehm û dilsozî nîşanî hev bidin.
Zordariyê li jinebî, sêwî, xerîb û bindestan nekin. Di dilê xwe de ji hev re xerabiyan nekin.’
“Lê wan nexwest guhdarî bikin. Bi serhişkî pişta xwe dan. Guhên xwe girtin ku nebihîzin.
Wan dilê xwe mîna keviran hişk kirin ku guhdariya Şerîet û gotinên Xudanê Karîndar nekin ku bi Ruhê xwe, bi riya pêxemberên berê şandine. Loma Xudanê Karîndar bi xezeba dijwar hêrs bû.
“Xudanê Karîndar dibêje: ‘Gava min gazî wan dikir, wan guh neda min. Loma gava ew gazî min bikin, ezê jî guh nedim wan.
Min ew wekî bahozê avêtin nav tevahiya miletên nenas. Wan welat hişt, loma bû wêrane ku kesek here û lê bimîne nema. Welatê xweş bû wêrane.’”
Gotina Xudanê Karîndar ji min re hat û got:
“Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Ez gelekî xîretkêşê Siyonê me. Ez bi xezeba mezin xîretkêşê wê me.’
Xudan wiha dibêje: ‘Ez vegeriyam Siyonê û ezê li Orşelîmê bi cih bibim. Wê ji Orşelîmê re Bajarê Dilsoz, ji çiyayê Xudanê Karîndar re Çiyayê Pîroz bê gotin.’
“Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Jin û mêrên kal wê careke din ji ber temenên xwe yên dirêj, bi gopalên xwe li meydanên Orşelîmê rûnin.
Wê meydanên bajêr bi kur û keçên ku dileyizin bên dagirtin.’
“Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Ev di çavê gelê ji sirgûnê mayî de nepêkan e, ma wê di çavê min de jî nepêkan be?’ Ev e gotina Xudanê Karîndar.
“Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Ezê gelê xwe ji welatên rojhilat û rojava rizgar bikim.
Ezê wan bînim û wê li nava Orşelîmê rûnin. Wê bibin gelê min, ezê bi dilsozî û edaletê bibim Xwedayê wan.’
“Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Bila destê we hêzdar be. Hûn di van rojan de wan gotinan dibihîzin ku devê pêxemberan got. Ew pêxemberên ku gava bingeha Perestgehê, hîmê Mala Xudanê Karîndar hat danîn, li wir bûn.
Beriya wan rojan destmiza mirovan û bihayê heywanan tunebûn. Ji ber neyaran, tu kes bi ewlehî nediçû û nedihat. Min berê her kesî dabû hev.
Lê ezê ji niha û pê ve, ji bo bermayiyê vî gelî mîna rojên berê tevnegerim.’ Ev e gotina Xudanê Karîndar.
‘Tovê hatiye çandin, wê berdar be. Wê mêw tiriyê xwe, ax berê xwe, ezman xunava xwe bide. Ezê tevahiya van tiştan, wekî milk bidim bermayiyê vî gelî.
Ya Mala Cihûda! Ya Mala Îsraêl! Bi qasî hûn di nav miletan de bûn mijara naletê, wisa jî ezê we rizgar bikim û hûnê bibin çavkaniya bereketê. Netirsin, bila destê we hêzdar be!’
“Çimkî Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Gava bav û kalên we ez hêrs kirim, min pîlan kir ku ez felaketan bînim serê we û ji ya xwe nehatim xwarê.’ Xudanê Karîndar dibêje:
‘Van rojan jî min pîlan kir ku ez dîsa qenciyê bi Orşelîmê, bi Mala Cihûda bikim. Netirsin!
Tiştên hûn bikin ev in: Ji cîranê xwe re rastiyê bêjin. Li ber dergehên xwe bi rastî û edaletê bidarizînin ku aştî pêk were.
Di dilê xwe de xerabiyan li hev nekin. Ji sonda derew hez nekin. Çimkî ez ji tevahiya van tiştan nefret dikim.’ Ev e gotina Xudan.”
Gotina Xudanê Karîndar ji min re hat û got:
“Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Rojiyên mehên çar, pênc, heft û dehan, wê ji bo Mala Cihûda bibin cejnên demên şahî û coşiyê û cejnên kêfxweşiyê. Loma jî, ji rastî û aştiyê hez bikin.’
“Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Herwiha wê gelek milet û şêniyên gelek bajaran bên.
Mirovên şêniyên bajarekî wê herin bajarekî din û bêjin: Ji bo em lavayî Xudan bikin, ji bo em li Xudanê Karîndar bigerin, divê em bidin rê. Ez jî diçim.
Wê pir gel û miletên hêzdar werin Orşelîmê ku li Xudanê Karîndar bigerin û lavayê wî bikin.’
“Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Di wan rojan de, deh kesên ji her ziman û ji her miletî, wê bi dawa Cihûdayiyekî bigirin û bêjin: Destûrê bidin, ez jî bi we re bêm. Çimkî me bihîst Xwedê bi we re ye.’”
Peyam: Gotina Xudan a li dijî welatê Hadrakê û Bajarê Şamê ev e: Çimkî çavê mirovan, Bi taybetî jî çavê hemû eşîrên Îsraêl, Li Xudan e.
Tevî ku ew gelek şehreza ne, Ev peyv li dijî Hamayê ye ku li ser sînorê wê ye Û li dijî bajarên Sûr û Saydayê ye jî.
Sûrê ji xwe re kelehekê çêkir. Wan bi qasî axê zîv, Bi qasî heriya kuçeyan zêr da hev.
Lê va ye, wê Reb mal û milkê wî hilde Û hêza wî ya deryayî bavêje. Wê bajar bi êgir bê daqurtandin.
Wê Aşqelon bibîne û bitirse, Wê Xeza êşan bikişîne. Wê Eqron jî wisa bike, Çimkî hêviya wê tefiyaye. Wê Xeza bêpadîşah bimîne, Wê şêniyê Aşqelonê nemîne.
Wê li Aşdodê xelkê bêesil rûne, Ezê quretiya Filîstiyan bişikênim.
Ezê goştê bixwîn ê devê wan, Xwarinên kirêt ên di nav diranên wan de derxim. Kesên mayî jî wê bi Xwedayê me ve bêne girêdan. Wê wekî eşîreke li Cihûdayê bin, Wê Eqron bibe mîna Yevûsiyan.
Ezê li derdora Mala xwe artêşgehekê deynim Û bibim nobedar ku kesek neçe û neyê. Wê zordarek careke din li ser gelê min derbas nebe, Çimkî êdî çavê min nobedar e.
Ya Siyona keç, gelek şa be! Ya Orşelîma keç, biqîre! Va ye padîşahê te ber bi te ve tê! Ew rast e û rizgar dike. Ew nefsbiçûk e û li kerê, Belê li dehşikê, li dehşikê kerê siwar dibe.
Wê erebeyên şer ji Efrayîmê, Hespan ji Orşelîmê tune bike. Wê kevanên şer tune bibin. Wê padîşahê we, gotina aştiyê ji miletan re bêje. Wê serweriya wî ji deryayan heta deryayan, Ji Çemê Feratê heta binê dinyayê be.
Lê herçî hûn in, Ji ber xwîna qurbana peymana ku min bi we re kiriye, Ezê girtiyên we ji bîra bêav azad bikim.
Ya girtiyên hêviyê, vegerin keleha xwe! Îro ez wisa radigihînim ku tiştên we winda kiriye, Ezê du qatê wê li we vegerînim.
Ezê wekî kevanê xwe Cihûdayê bitikînim Û wekî tîrên xwe Efrayîmê di nav de deynim. Ya Siyon, ezê kurên te hişyar bikim! Ya Yewnanistan, ezê wan li dijî kurên te derxim. Ya Siyon ezê te wekî şûrê mêrxasekî bi kar bînim!
Wê Xudan li ser wan xuya bike, Wê tîrê wî mîna brûskê bavêje. Wê Reb Xudan li boriyê bixe Û bi bagerên başûr bi pêşve here.
Wê Xudanê Karîndar wan ji jorê biparêze. Wê gel dijminan bixwe, Wê bi kevirên berkaniyan têk herin. Çawa ku şerabê vexwaribin, Wê bikin orînî. Wekî tasa qurbanê tije, Çawa ku kujên gorîgehê tije dibin, Wê têr bibin.
Wê rojê, wê Xwedayê wan Xudan Wekî pêz gelê xwe rizgar bike. Wekî kevirên tacekê, Wê li ser welatê wî bibiriqin.
Çimkî qencî û xweşiyên wî pir zêde ne! Wê xort bi dexil, Wê keç bi şeraba nû xurt bibin.
Biharê ji Xudan baranê bixwazin, Ew e yê ku ewrên baranê çêdike, Lehiyê baranê dide mirovan Û li zeviyan giya dide her kesî.
Çimkî pûtên malê bersivên vala didin. Falbaz dîtiniyên derewîn dibînin Û beredayî bi behskirina xewnên pûç teselî dikin. Loma gel mîna pêz da rê, Di eziyetê de ye, çimkî şivan tuneye.
Xudan wiha dibêje: “Hêrsa min li dijî şivanan rabû, Ezê serwerên wan ceza bikim. Çimkî ez Xudanê Karîndar hay ji keriyê xwe, Mala Cihûda heme. Ezê wan bikim mîna hespekî şer ê bi heşmet.
Wê ji wan kevirê riknê, Ji wan singê konan, Ji wan tîrê şeran, Erê, tevahiya serweran ji wan derkevin.
Wê bibin mîna mêrxasên di şer de Ku dijminên xwe di nav heriya kuçeyan de diperçiqînin. Ji ber ku Xudan bi wan re ye, Wê şer bikin û siwaran şermezar bikin.
“Ezê Mala Cihûda hêzdar bikim, Ezê Mala Ûsiv rizgar bikim. Ji ber ku ez li ber wan dikevim, Ezê wan ji sirgûnê vegerînim. Wê bibin çawa ku min ew red nekiribin. Çimkî ez Xwedayê wan Xudan im, Ezê bersiva wan bidim.
Wê Efrayîmî mîna mêrxasan bin, Çawa ku şerabê vexwaribin wê dilê wan şa be. Wê zarokên wan vê yekê bibînin û şa bin, Wê dilê wan bi Xudan geş be.
“Ezê bifîkînim û wan bidim hev, Çimkî ezê wan rizgar bikim. Wê wekî berê zêde bibin.
Tevî ku min ew di nav gelan de belav jî kiriye, Wê li welatên dûr min bi bîr bînin. Wê tevî zarokên xwe sax bimînin û vegerin.
Ezê wan ji welatê Misrê vegerînim Û ji Aşûrê berhev bikim. Heta cih têra wan neke, Ezê wan bînim welatên Gîlad û Lubnanê.
Wê ji deryaya tengasiyê derbas bibin, Lê wê pêlên deryayê bitepisin. Wê tevahiya kûrahiyên Nîlê ziwa bibin. Wê quretiya Aşûrê bê nizimkirin, Wê gopalê ji destê Misrê bê standin.
Ezê wan bi Xudan hêzdar bikim. Wê bi navê wî bimeşin.” Ev e gotina Xudan.
Ya Lubnan! Dergehên xwe veke Ku agir darên te yên sedrê bixwe!
Ya dara çamê, bike zarîn! Dara sedrê ketiye, Darên xweşik xera bûn. Darmaziyên Başanê, bikin zarîn! Çimkî daristanên gur tewiyan.
Zarîna şivanan tê! Çimkî mêrgên wan ên spehî xera bûn! Himîna şêrên ciwan tê! Çimkî xera bû daristanên spehî yên li keviya Çemê Şerîayê.
Xwedayê min Xudan wiha got: “Pezên ji bo serjêkirinê hatine veqetandin biçêrîne.
Kesên pez kirîne serjê dikin lê cezayê xwe nakişînin. Kesên pez firotine jî dibêjin: ‘Şikir ji Xwedê re, va ye ez dewlemend bûm!’ Şivanên wan li ber wan nakevin.
Çimkî ezê êdî li ber şêniyên welêt nekevim.” Ev e gotina Xudan. “Ezê her kesî bidim destê cîranê wî û padîşahê wî. Wê welêt biperçiqînin, ezê jî tu kesî ji destê wan rizgar nekim.”
Loma min pezên ji bo serjêkirinê hatine veqetandin, bi taybetî yên bindest, çêrandin. Min du gopal dan destê xwe. Min ji yekê re got: “Kerem.” Ji ya din re got: “Yekîtî.” Bi vî awayî min pez çêrandin.
Di nava mehekê de min sê şivan ji ser û guhên xwe avêtin. Çimkî hîlê min ji pêz çûbû, pez jî, ji min nefret kir.
Min ji pêz re got: “Ezê êdî we neçêrînim. Yên bimirin bila bimirin, yên davêjin bila bavêjin, yên mayîn jî bila goştê hev bixwin.”
Min rahişt darê xwe yê bi navê “Kerem” û ew şikand. Bi vî awayî ez peymana ku min bi tevahiya gelan re kiriye xera dikim.
Loma wê rojê peyman xerab bû. Bindestên pêz ku çav û guhên wan li min bûn, fêm kir ku ew gotina Xudan bû.
Min ji wan re got: “Heke bi dilê we be, min bidin, an na dev jê berdin.” Loma wan sî zîv ji bo heqê min pîvan.
Xudan ji min re got: “Wan bavêje ber cerçêker ” ango wê heqê zêde ku wekî bihayê min diyar kirine. Li ser vê yekê min sî zîv hilda û avêt ber cerçêkerê Mala Xudan.
Paşê min darê xwe yê din ê bi navê “Yekîtî” şikand. Bi vî awayî biratiya di navbera Cihûda û Îsraêlê de xerab dikim.
Xudan ji min re got: “Tu dîsa tiştên şivanekî ehmeq hilde.
Ezê şivanekî wisa li ser welêt bikim serwer ku wê haya wî ji avêtiyan tunebe. Wê li yên ji hev belav bûne negere. Wê birîndaran baş neke û saxleman têr neke. Bi tenê wê goştê pezên dermalekirî bixwe, simên wan jî bikişîne.
“Wey li şivanê min ê beredayî ku pêz diterikîne! Bila şûr li milê wî û çavê wî yê rastê bixe! Bila milê wî ji binî ve hişk bibe, Çavê wî yê rastê jî bi tevahî kor bibe!”
Peyam: Gotina Xudan a li ser gelê Îsraêl ev e. Xudanê ku ezman tikand, bingeha dinyayê danî û şikil da ruhê di nava mirovan de, wiha dibêje:
“Va ye, ezê Orşelîmê bikim tasikeke sersemiya tevahiya gelên li derdorê. Wekî Orşelîmê, wê Cihûda jî bê dorpêçkirin.
Wê rojê ezê Orşelîmê ji bo hemû miletan bikim kevirekî giran. Her kesê rake, wê bi awayekî xedar birîndar bibe. Wê hemû miletên dinyayê, li dijî Orşelîmê bibin yek.”
Gotina Xudan ev e: “Wê rojê ezê her hespî bixim nava sawê, her siwariyî dîn û har bikim. Wê çavê min li ser Mala Cihûda be lê ezê hemû hespên gelan kor bikim.
Wê mîrên Cihûdayê di dilê xwe de wiha bêjin: ‘Şêniyên Orşelîmê ku bi Xwedayê xwe Xudanê Karîndar ewle ne, ji bo me kaniya hêzê ne.’
“Wê rojê ezê mîrên Cihûdayê bikim wekî tasikeke nava agirê daran û xetîreyeke di nav lodên dexlê de dişewite. Wê tevahiya gelên li rast û çepê daqurtînin. Wê şêniyên Orşelîmê êdî li cihê xwe, li Orşelîmê rûnin.
“Wê Xudan pêşî konên Cihûdayê rizgar bike ku berziya Mala Dawid û şêniyên Orşelîmê, ji Cihûdayê mezintir nebe.
Wê rojê wê Xudan şêniyên Orşelîmê biparêze. Wê rojê wê kesê di nav wan de herî sist, wekî Dawid be. Mala Dawid jî wekî Xwedê be, wekî milyaketê Xudan be ku li pêşiya wan be.
Wê rojê ezê hemû miletan tune bikim ku rabûne û êrîşî Orşelîmê dikin.
“Ezê ruhê kerem û lavakirinê birijînim ser Mala Dawid û şêniyên Orşelîmê ku li min, li yê ku wan qul kirine binêrin. Wê mîna kesekî ku şîna kurê xwe yê tenê dike, şînê bikin. Wekî kesê ku ji bo kurê xwe yê pêşî êşê dikişîne, wê êşê bikişînin.
Wê rojê şîna ku li Orşelîmê tê kirin, wê mîna şîna li Hadad-Rîmmona Deşta Megîddoyê, mezin be.
Wê li welêt, her binemal, di nav xwe de şînê bike. Wê binemala Dawid di nav xwe de, jinên wan di nav xwe de, binemala Natan di nav xwe de, jinên wan di nav xwe de,
binemala Lêwî di nav xwe de, jinên wan di nav xwe de, binemala Şîmî di nav xwe de, jinên wan di nav xwe de,
hemû binemalên din di nav xwe de û jinên wan jî di nav xwe de şînê bikin.”
“Wê rojê wê kaniyek bizê ku Mala Dawid û şêniyên Orşelîmê ji guneh û nepaqijiyan pak bibin.”
Gotina Xudanê Karîndar ev e: “Wê rojê ezê ji welêt navê pûtan rakim. Wê careke din navê wan neyê bibîranîn. Ezê pêxemberên derewîn û ruhê qirêjî ji welêt dûr bixim.
Heke kesek dîsa pêxemberî bike, wê dê û bavê wî jê re bêjin: ‘Tê bimirî! Çimkî tu bi navê Xudan derewan dikî.’ Gava pêxemberî bike, wê dê û bavê wî bedena wî qul bikin û bikujin.
“Wê rojê wê her pêxember ji ber dîtiniya di pêxemberiya xwe de dîtiye, şerm bike. Wê ebayê pêxemberan ê bipirç li xwe neke ku mirovan bixapîne.
Lê wê bêje: ‘Ez ne pêxember im, ez cotkar im. Ji ciwaniya xwe ve ez li ser axê xebitîm.’
Gava kesek rabû û jê pirsî: ‘Nexwe ev birînên di nav milên te de çi ne?’ wê wiha bêje: ‘Ev birîn, li mala dostên min li min peyda bûne.’
“Ya şûr! Li dijî şivanê min, Li dijî kesê li ba min hişyar be!” Ev e gotina Xudanê Karîndar. “Li şivên bixe ku pez belav bin. Ezê destê xwe li dijî biçûkan rakim.”
Gotina Xudanê Karîndar ev e: “Li tevahiya welêt Wê ji sisêyan diduyê gel bê avêtin û tune be, Li wir ji sisêyan yek wê sax bimîne.
Ezê ji sisêyan yekê mayî bixim nava êgir. Ezê wan wekî zîv bisefînim, Ezê wekî zêr biceribînim. Wê gazî navê min bikin Û ezê bersiva wan bidim. Ezê bêjim: ‘Ev gelê min e.’ Ewê jî bêjin: ‘Xudan, Xwedayê me ye.’”
Va ye roja Xudan tê! Talanê ku ji te hatiye standin, wê di nav te de bê parvekirin.
Ezê hemû miletan bînim ba hev ku li dijî Orşelîmê şer bikin. Wê bajar bê standin, mal bên talankirin û tecawizê jinan bê kirin. Nîvê kesên bajêr wê bên sirgûnkirin lê nîvê mayî wê neyên avêtin.
Paşê wê Xudan, çawa ku di roja şer de dikir, wê rabe li dijî van miletan şer bike.
Wê rojê wê piyên wî, li ser Çiyayê Zeytûnê bisekine ku dikeve rojhilatê Orşelîmê. Wê Çiyayê Zeytûnê ber bi rojava û rojhilat ve ji nîvî ve biqelişe û newaleke gelekî fireh çêbe. Nîvê çiyê wê ber bi bakur ve, nîvê çiyê jî ber bi başûr ve bê kişandin.
Hûnê di newala çiyayê min çêkir re birevin. Çimkî wê ew newal di nav çiyayan de xwe bigihîne Asalê. Çawa ku di dema Ûzziyayê Padîşahê Cihûdayê de hûn ji erdhejê reviyabin, hûnê dîsa wisa birevin. Wê gavê wê Xwedayê min Xudan bi tevahiya pîrozên xwe re were!
Wê rojê wê ronahî tunebe, tiştên ku ronahî didin wê bitefin.
Wê rojê wê rojeke taybet be ku tenê Xwedê bi wê rojê bizanibe. Wê ne şev hebe, ne jî roj hebe. Gava dibe êvar, wê ronahî derkeve.
Wê rojê wê ji nav Orşelîmê ava jiyanê biherike. Wê nîvê avan biherikin gola li rojhilat, nîvê din jî biherikin gola li rojava. Wê havîn û zivistanan berdewam bike.
Wê Xudan bibe padîşahê tevahiya dinyayê. Wê rojê wê Xudan yek be û wê navê wî yek be.
Tevahiya welêt, ji Gevayê heta Rîmmona başûrê Orşelîmê, wê bibe mîna Deşta Eravayê. Lê wê Orşelîm bilind be û ji Dergehê Binyamînê heta Dergehê Yekemîn, heta Dergehê Goşeyê û ji Birca Hananêlê heta mehserên padîşah li cihê xwe bimîne.
Wê mirov li wir rûnin û careke din xerab nebe. Wê Orşelîm di nav ewlehiyê de be.
Wê Xudan tevahiya gelên li dijî Orşelîmê şer dikin, bi vê belayê ceza bike: Gava li ser piyên xwe disekinin wê goştê wan bihele, çavên wan birize û zimanê wan di devê wan de bihele.
Wê rojê wê Xudan wan bixe nava saweke mezin. Wê hemû herine hev û destê xwe li cîranê xwe bilind bikin.
Wê Cihûdayî jî li Orşelîmê şer bikin. Wê mal û milkê hemû miletên derdorê, bi têra xwe zêr û zîv, cil û berg bên berhevkirin.
Tevahiya heywanên li artêşgehên dijmin jî –çi hesp, çi hêstir, çi deve, çi ker– wê rastî belayeke wiha bên.
Hemû kesên miletên ku êrîşî Orşelîmê kirine û sax mane, wê her sal herin Orşelîmê ku biperizin Xudanê Karîndar Padîşah û Cejna Holikan pîroz bikin.
Wê baran li ser binemalên wî welatî nebare ku neçe Orşelîmê ji bo biperize Padîşahê ku Xudanê Karîndar e.
Heke Misrî tevli wan nebin û neçin Orşelîmê, wê Xudan wekî wan miletên ku ji bo Cejna Holikan pîroz bikin neçûn Orşelîmê, wan jî bi hema belayê ceza bike.
Cezayê ji bo Misriyan û ji bo hemû miletên ku ji bo Cejna Holikan pîroz bikin neçûne Orşelîmê, ev ceza ye.
Wê rojê wê li ser zengilên hespan wiha bê nivîsandin: “Ji Xudan re veqetandî ye.” Beroşên Mala Xudan jî, wê bibin mîna tasên li ber gorîgehê.
Her beroşa Orşelîm û Cihûdayê wê ji Xudanê Karîndar re bê veqetandin. Wê her kesê ku ji bo serjêkirina qurbanan tên, van beroşan ji bo pijandina goştê qurbanan bi kar bînin. Wê rojê êdî wê li Mala Xudan bazirgan nemînin.
Peyam: Gotina Xudan a bi riya Melaxî ji gelê Îsraêl re hatibû, ev e.
Xudan dibêje: “Min ji we hez kir. “Lê hûn dibêjin: ‘Te çawa ji me hez kir?’” Gotina Xudan ev e: “Qey Esaw ne birayê Aqûb bû? Min ji Aqûb hez kir,
lê ji Esaw nefret kir. Min herêma wî ya çiyayî wêran kir û mîrasa wî da çeqelên beriyê.”
Heke gelê Edomê bibêje: “Em hatin perçiqandin, lê emê dîsa wêraneyên xwe ava bikin,” wê gavê Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Bila ava bikin, lê ezê hilweşînim. Wê ji wan re ‘Welatê xerab û gelê ku xezeba Xudan heta hetayê li ser wan e’ bê gotin.
Gava çavê we vê yekê bibîne, hûnê bibêjin: ‘Xudan li derveyî sînorê gelê Îsraêl jî mezin e.’
“Kur bavê xwe, xulam jî xweyê xwe birûmet dike. Madem ez bav im, ka rûmeta min?! Madem ez xweyî me, ka qedrê min?!” Xudanê Karîndar dibêje. “Kahinno! Kesên ku navê min nizim dikin! Hûn dibêjin: ‘Me navê te çawa nizim kiriye?’
“Hûn hem xwarina mirdar tînin ser gorîgeha min, hem jî dibêjin: ‘Me çawa ew mirdar kir?’ “We sifreya Xudan nizim kiriye.
Gava hûn heywanên kor pêşkêş dikin, gelo ev ne xerabî ye? Dema hûn heywanên kulek û nexweş pêşkêş dikin, gelo ev ne xerabî ye?! De ka wan pêşkêşî waliyê xwe bikin! Gelo wê ji te razî bibe?! Wê bi te re keremdar be?!” Xudanê Karîndar wiha dibêje.
“Rabin ji Xwedê lava bikin ku li me were rehmê! Ev xerabî karê destê we ye. Gelo wê bi we re keremdar be?!” Xudanê Karîndar dibêje.
“Xwezî kesek ji we hebûya ku deriyên Pîrozgehê bi ser we de bigirta û we li ser gorîgeha min beredayî agir pênexista!” Xudanê Karîndar dibêje: “Ez ji we ne razî me û diyariyên destê we jî qebûl nakim!
Ji rojhilat heta rojava wê navê min li nav miletan mezin be! Wê li her derî li ser navê min bixûr were pêxistin û diyariyên paqij werin pêşkêşkirin. Çimkî wê navê min li nav miletan mezin be!” Xudanê Karîndar dibêje.
“Bi gotina hûn dibêjin: ‘Sifreya Reb mirdar e û xwarina tê ser bêqedir e,’ hûn navê min xera dikin.
Bi ser de hûn dibêjin: ‘Ev çiqas zehmet e!’ û pozbilindiyê dikin” Xudanê Karîndar dibêje. “Gava hûn wekî qurbanê heywanên diziyê, heywanên kulek û nexweş tînin, ez ji destê we qebûl bikim?
Nalet li wî kesê xapînok be ku soza heywanê ji keriyê xwe daye, lê ji heywanê biqisûr pêşkêşî Reb dike! Çimkî ez padîşahê mezin im û wê milet ji navê min bitirsin” Xudanê Karîndar dibêje.
Kahinno! Ev emir ji bo we ye.
Xudanê Karîndar dibêje: “Heke hûn guhdar nekin, heke dilê we tuneye ku hûn navê min birûmet bikin, ezê naletê bi ser we de bişînim. Ezê bereketên xwe bikim nalet. Va ye min êdî ew nalet kirin. Çimkî dilê we tuneye ku hûn navê min birûmet bikin.
“Ezê ziriyeta we bişikênim û rêxa pêşkêşiyên cejnên we bavêjim ser rûyê we. Ezê we ji hizûra xwe bavêjim.
Baş bizanibin, min ev emir li we kiriye ku peymana min a bi Lêwî re bidome” Xudanê Karîndar dibêje.
“Peymana min a bi Lêwî re peymana jiyan û aştiyê ye ku min da wî. Peymanê xwest ku ew ji min bitirse û ew tirsiya jî. Wî qedrê navê min girt.
Hînkirina rastiyê di devê wî de bû. Li ser lêvên wî neheqî nehat dîtin. Bi min re bi aştî û dirustiyê meşiya. Wî gelek kes ji riya neheqiyê vegerandin.
“Divê lêvên kahin zanînê biparêze. Divê mirov li hînkirina devê wî bigerin. Çimkî ew qasidê Xudanê Karîndar e.
Lê hûn ji rê derketin. We gelek kes bi hînkirina xwe terpilandin. We peymana min a bi Lêwî re xera kir” Xudanê Karîndar dibêje.
“Loma jî min li ber tevahiya gel hûn kêm û nizim kirin. Çimkî we neda ser riya min. We di hînkirinê de ferq û meylî kir.”
Qey bavê me hemûyan ne yek e? Gelo Xwedayê ku em afirandine ne tekane ye? Madem wisa ye, çima em bêbextiya birayê xwe dikin û peymana bav û kalên xwe xera dikin?
Gelê Cihûdayê bêbextî kir. Li Îsraêlê û li Orşelîmê tiştên kirêt hatin kirin. Cihûda Pîrozgeha ku Xudan jê hez dike mirdar kir. Ew bi keça îlahekî re zewicî.
Her kesê ev kiribe, ji Xudanê Karîndar re diyariyan jî pêşkêş bike, bila Xudan wî ji nav konên Aqûb bavêje!
Hûn tiştekî din jî dikin: Hûn gorîgeha Xudan bi hêsiran, bi girîn û nalînan tije dikin. Çimkî êdî Xudan diyariyên we nabîne. Ew ji tiştên destê we ne razî ye.
Hûn dibêjin: “Çima?” Çimkî Xudan di navbera te û jina ciwaniya te de şahid bû. Lê tevî ku ew hevala te û jina ku te pê re peyman çêkir û zewicî, te pê re bêbextî kir.
Qey Xwedê hûn herdu nekiribû ruh û bedenek? Çima yek? Çimkî ew ji xwe re li ziriyetekê digeriya. Loma jî hay ji xwe hebin ku tu kes bêbextiyê li jina ciwaniya xwe neke.
Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudan dibêje: “Ez ji jinberdanê û ji xiftanê ku bi vê zordariyê tije ye nefret dikim” Xudanê Karîndar dibêje. Loma hay jê hebin, bêbextiyê nekin!
We bi gotinên xwe Xudan aciz kir. Lê hûn dibêjin: “Me çawa ew aciz kir?” We bi van gotinan aciz kir: “Her kesê xerabiyê dike di çavê Xudan de qenc e. Dilê wî bi wî kesî xweş e.” Bi ser de we ev jî got: “Ka Xwedayê edaletê?”
“Va ye ez qasidê xwe dişînim. Wê rê li pêşiya min amade bike. Rebê ku hûn lê digerin, wê jinişkave bê Perestgeha xwe. Qasidê peymana ku dilê we pê xweş e, wê bê” Xudanê Karîndar dibêje.
Lê wê kî bikaribe li ber roja hatina wî li ber xwe bide? Gava xuya bike, kî dikare li ber bisekine? Çimkî wê bibe wekî agirê zêrkerekî û ava xweliya şûştinê.
Wê bibe wekî hosteyekî ku zîv safî û paqij dike. Çawa ku zêr û zîv paqij dike, wê Lêwiyiyan paqij bike ku ew bi rastiyê diyariyan bidin Xudan.
Wekî rojên berê û salên borî, wê diyariyên Cihûda û Orşelîmê bi Xudan xweş bê.
“Ji bo dîwanê ezê nêzîkî we bibim. Ezê li dijî sêrbazan, zinakaran, sondxwarên derewîn, li dijî kesên ku zordariyê li karker, jinebî û sêwiyan dikin, kesên neheqiyê li dijî xerîban dikin û li dijî kesên ji min natirsin, yekser bibim şahid” Xudanê Karîndar dibêje.
“Çimkî ez Xudan im, ez naguherim. Ya gelê Aqûb! Ji ber vê yekê hûn telef nebûne.
Ji rojên bav û kalên xwe ve we herdem xwe ji qanûnên min da alî û ew pêk neanîn. Li min vegerin, ezê jî li we vegerim.” Xudanê Karîndar dibêje. “Lê hûn dibêjin: ‘Em çawa li te vegerin?’
“Gelo mirov diziya Xwedê dike? Lê hûn diziya min dikin. “Paşê jî hûn dibêjin: ‘Me çi yê te diziye?’ “Hûn dehyek û pêşkêşiyan didizin.
Nalet li we dibare. Çimkî hûn, tevahiya milet, ji min didizin!”
Xudanê Karîndar dibêje: “Tevahiya dehyekên xwe bînin embarê ku xwarin li mala min hebe û bi vî awayî min biceribînin. Binêrin ka ezê pencereyên ezmanan ji we re vekim an na? Ezê bi ser we de, bi têra we bereketê bibarînim an na?
Ezê nehêlim kulî zadên we bixwin ku berê axê xera nebe. Wê mêwên we yên çolê êdî bêber nebin” Xudanê Karîndar dibêje.
“Wê hemû milet bibêjin xwezî bi we. Çimkî wê welatê we bê xwestin” Xudanê Karîndar dibêje.
Xudan dibêje: “We li dijî min gotinên hişk gotin. Lê hûn dibêjin: ‘Me li dijî te çi got?’
“We gotiye: ‘Xulamiya ji Xwedê re tiştekî beredayî ye. Pêkanîna peywira wî, şîna li hizûra Xudanê Karîndar, çi bi me da qezenckirin?!
Niha em ji qureyan re dibêjin xwezî bi wan. Kesên xerabiyê dikin tenê bi ser dikevin, gava ew Xwedê diceribînin jî, ji cezayan rizgar dibin!’”
Li ser vê yekê kesên ji Xudan ditirsiyan bi hev re axivîn. Xudan bihîst û guhdarî kir. Ji bo kesên ji Xudan ditirsin û qedrê navê wî digirin, li ber wî nivîseke bîranînê hate nivîsandin.
Xudanê Karîndar dibêje: “Di roja ezê kifş bikim de, wê bibin milkê min bi xwe. Çawa ku mirov kurê xwe yê jê re xizmetê dike diparêze, ezê jî wan biparêzim.
Hûnê dîsa ferqa di navbera kesên rast û xerab de fêm bikin. Hûnê hay ji wan kesan hebin ku xulamiya Xwedê dikin an na.”
Xudanê Karîndar dibêje: “Va ye ew roj tê, wekî tenûrê dişewite. Wê tevahiya qure û xeraban bibin pûş. Wê rojê wê wan bişewitîne. Wê ne kok ne jî çiqil bihêle.
Hûn kesên ku ji navê min ditirsin! Wê tava rastiyê li ser we derkeve ku bi tîrêjên xwe şifayê tîne. Çawa ku golikê ji axurê dipengizin, hûnê rabin herin.
Hûnê xeraban biperçiqînin. Erê, di roja ku min ev kirin de, wê di binê lingên we de toz bibin” Xudanê Karîndar dibêje.
“Şerîeta Mûsayê xulamê min bi bîr bînin. Qanûn û rêbazên ku min ji bo tevahiya gelê Îsraêl, li Horêvê lê emir kirin bi bîr bînin.
“Va ye beriya ku roja Xudan a mezin û tirsdar were, ezê Êlyasê Pêxember ji we re bişînim.
Wê dilê bavan li kuran û dilê kuran li bavan bizivirîne ku ez neyêm û welêt bi naletê tune nekim.”
Kitêba malbata Îsa Mesîhê kurê Dawid ê kurê Birahîm ev e:
Birahîm bavê Îshaq bû, Îshaq bavê Aqûb bû, Aqûb bavê Cihûda û birayên wî bû,
Cihûda bavê Perez û Zerah bû, ku diya wan Tamara bû, Perez bavê Hesrûn bû, Hesrûn bavê Aram bû,
Aram bavê Amînadav bû, Amînadav bavê Nehşon bû, Nehşon bavê Salmon bû,
Salmon bavê Bowaz bû, ku diya wî Rexab bû, Bowaz bavê Ovêd bû, ku diya wî Rût bû, Ovêd bavê Yêşa bû
Û Yêşa jî bavê Dawid padîşah bû. Dawid bavê Silêman bû, diya wî jina Ûrya bû,
Silêman bavê Rêhoboam bû, Rêhoboam bavê Ebiya bû, Ebiya bavê Asaf bû,
Asaf bavê Yehoşafat bû, Yehoşafat bavê Yoram bû, Yoram bavê Ûzya bû,
Ûzya bavê Yotam bû, Yotam bavê Ahaz bû, Ahaz bavê Hizqiya bû,
Hizqiya bavê Minaşe bû, Minaşe bavê Amos bû, Amos bavê Yoşiya bû
Û Yoşiya jî bavê Yexonya û birayên wî bû, ku di dema sirgûnbûna Babîlê de çêbûn.
Yexonya bavê Şaltiyêl bû, ku piştî sirgûnbûna Babîlê çêbû, Şaltiyêl bavê Zerûbabel bû,
Zerûbabel bavê Abiyûd bû, Abiyûd bavê Êlyaqîm bû, Êlyaqîm bavê Azûr bû,
Azûr bavê Sadoq bû, Sadoq bavê Axîn bû, Axîn bavê Êlyûd bû,
Êlyûd bavê Êlazar bû, Êlazar bavê Metan bû, Metan bavê Aqûb bû
Û Aqûb jî bavê Ûsivê mêrê Meryemê bû. Ji Meryemê jî Îsa yê ku jê re ‹Mesîh› tê gotin çêbû.
Bi vî awayî ji Birahîm heta Dawid çardeh nifş, ji Dawid heta sirgûnbûna Babîlê çardeh nifşên din û ji sirgûnbûnê heta Mesîh jî çardeh nifş derbas bûn.
Bûyîna Îsa Mesîh jî bi vî awayî çêbû: Diya wî Meryem dergistiya Ûsiv bû, lê berî ku ew bizewicin û bigihîjin hev, xuya bû ku ew bi Ruhê Pîroz bizaro ye.
Dergistiyê wê Ûsiv mirovekî rast bû û ji ber ku nedixwest Meryemê li ber xelkê bide şermê, wî niyet kir ku wê bi dizî berde.
Ew hê li ser vê yekê difikirî, milyaketekî Xudan di xewnê de lê xuya bû û got: «Ey Ûsivê Kurê Dawid! Netirse ku tu Meryemê ji xwe re bi jinîtî bînî. Çimkî yê ku di malzaroka wê de çêbûye ji Ruhê Pîroz e.
Ewê kurekî bîne û tê navê wî Îsa deynî, çimkî ewê gelê xwe ji gunehên wan xilas bike.»
Ev hemû çêbûn, da ku peyva ku Xudan bi devê pêxember gotibû, bê cih:
«Va ye, keçik wê bizaro bibe û ewê kurekî bîne. Û wê navê wî Îmanûêl deynin» ku bê wergerandin: «Xwedê bi me re ye.»
Gava ku Ûsiv ji xewê hişyar bû, wek ku milyaketê Xudan jê re gotibû kir û Meryem ji xwe re bi jinîtî anî.
Lê ew neçû ba wê, heta ku wê kurê xwe anî. Û wî navê zarok Îsa danî.
Îcar di dema Hêrodês padîşah de, çaxê Îsa li Beytlehma Cihûstanê çêbû, ji Rojhilat stêrnas hatin Orşelîmê
û pirsîn: «Ka padîşahê Cihûyan ê ku çêbûye li ku derê ye? Me li Rojhilat stêra wî dît û em hatin ku biperizin wî.»
Gava ku Hêrodês padîşah ev yek bihîst, ew û hemû Orşelîm jî pê re bizdiya.
Wî hemû serekên kahînan û Şerîetzan li hevdû civandin û ji wan pirsî, ka Mesîh wê li ku derê çêbe.
Wan jê re got: «Li Beytlehma Cihûstanê, çimkî bi destê pêxember weha hatiye nivîsîn:
‹Û tu, ey Beytlehma li welatê Cihûda! Tu di nav serwerên Cihûda de bi tu awayî ne ya herî kêm î. Çimkî ew serdarê ku şivantiya gelê min ê Îsraêl bike wê ji te rabe!› »
Li ser vê yekê Hêrodês bi dizî gazî stêrnasan kir û ji wan qenc hîn bû ku stêr kengê xuya bûye.
Di pey de wî ew şandin Beytlehmê û ji wan re got: «Herin û qenc li zarok bigerin. Gava ku we ew dît, haya min pê bixin, da ku ez jî bêm û biperizim wî.»
Piştî bihîstina gotina padîşah ew ketin riya xwe. Ew stêra ku li Rojhilat dîtibûn li pêşiya wan çû, heta li ser cihê ku zarok lê bû rawesta.
Gava ku wan jî stêr dît, bi şahiyeke mezin dilgeş bûn.
Ew ketin malê û zarok bi diya wî Meryemê re dîtin, çûn ser çokan û perizîn wî. Sindoqa xwe ya xezînê vekirin û diyariyên ji zêr, cewîşêrîn û murê pêşkêşî wî kirin.
Piştî ku di xewna xwe de hatin tembîhkirin, da ku venegerin ba Hêrodês, ew di riyeke din re çûn welatê xwe.
Piştî çûyîna stêrnasan, milyaketekî Xudan di xewnê de li Ûsiv xuya bû û got: «Rabe, rahêje zarok û diya wî û bireve Misrê. Li wê derê bimîne heta ku ez ji te re bêjim. Çimkî Hêrodês wê li zarok bigere, da ku wî bikuje.»
Hingê Ûsiv rabû, rahişt zarok û diya wî û bi şev çû Misrê
û heta mirina Hêrodês li wê derê ma. Ev çêbû, da ew peyva ku Xudan bi devê pêxember gotibû, bê cih: «Min ji Misrê gazî kurê xwe kir.»
Gava Hêrodês fêm kir ku ji aliyê stêrnasan ve hatiye xapandin, gelek hêrs bû. Li ser vê yekê, tam li gor wî çaxê ku ji stêrnasan hîn bûbû, li Beytlehm û li hemû der û dora wê, fermana kuştina hemû zarokên kurîn ên du salî û ji diduyan biçûktir derxist.
Hingê ew peyva ku bi devê Yêremya pêxember hatibû gotin hat cih:
«Ji Ramayê dengek hat bihîstin, Şîn û girîn û li xwe xistin! Rahêl ji bo zarokên xwe digirî Û ew naxwaze bê aşkirin. Çimkî êdî ew tunin.»
Piştî ku Hêrodês mir, milyaketekî Xudan li Misrê di xewnê de li Ûsiv xuya bû
û got: «Rabe, rahêje zarok û diya wî û vegere welatê Îsraêlê, çimkî ew ên ku li kuştina zarok digeriyan mirin.»
Îcar Ûsiv rabû, zarok û diya wî hildan û vegeriyan welatê Îsraêlê.
Lê gava wî bihîst ku Arxêlayos di cihê bavê xwe Hêrodês de li ser Cihûstanê bûye padîşah, ew tirsiya ku here wê derê. Piştî ku di xewnê de hat tembîhkirin, bi aliyê herêma Celîlê ve çû.
Li wir, li bajarê ku jê re dibêjin Nisret bi cih bû. Ev çêbû, da ku ew peyva ku bi devê pêxemberan hatibû gotin, bê cih: «Wê ji wî re yê Nisretî bê gotin».
Di wan rojan de Yûhennayê imadkar li çola Cihûstanê derket meydanê û weha dest bi hînkirinê kir:
«Tobe bikin, çimkî Padîşahiya Ezmanan nêzîk e!»
Yûhenna ew e ku Îşaya pêxember weha li ser wî gotiye: «Dengê yê li çolê gazî dike: ‹Riya Xudan amade bikin, Şiveriyên wî sererast bikin!›»
Cilên Yûhenna ji pirça devê bûn û qayîşeke çermîn li pişta wî girêdayî bû. Xwarina wî kulî û hingivê çolê bû.
Hingê ji Orşelîmê, ji hemû Cihûstanê û ji tevahiya herêma Çemê Urdunê dihatin ba wî
gunehên xwe eşkere dikirin û di Çemê Urdunê de bi destê wî imad dibûn.
Lê gava Yûhenna dît ku ji Fêrisî û Sadûqiyan gelek tên ku imad bibin, wî ji wan re got: «Hey têjikên koremaran! Kê ji we re gotiye ku hûn ji ber xezeba ku tê birevin?
Îcar fêkiyê ku li tobekirinê tê, bidin.
Ji xwe re nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye.› Çimkî ez ji we re dibêjim ku Xwedê dikare ji van keviran jî zarokan ji Birahîm re rake!
Ji xwe bivir li ser qurmê daran e! Her dara ku berê qenc nede wê bê birrîn û bê avêtin nav êgir.
Erê, ez we ji bo tobê bi avê imad dikim, lê yê ku piştî min tê ji min bihêztir e. Ez ne hêja me ku çaroxa wî hilgirim. Ewê we bi Ruhê Pîroz û bi êgir imad bike.
Melhêba wî di destê wî de ye. Ewê bêndera xwe qenc paqij bike, genimê xwe di embarê de bicivîne, lê ewê kayê bi agirê ku venamire bişewitîne.»
Hingê Îsa ji Celîlê hat Çemê Urdunê ba Yûhenna, da ku bi destê wî imad bibe.
Lê Yûhenna xwest ku ji wî re bibe asteng û got: «Ji dêla ku divê ez bi destê te bêm imadkirin, ma tu têyî ba min?»
Îsa bersîv da û got: «Niha bihêle, çimkî divê em hemû rastiyan bi vî awayî bînin cih.» Li ser vê yekê Yûhenna razî bû.
Îsa imad bû, ji avê derket derneket û pêre pêre ezman qelişî û wî dît ku Ruhê Xwedê wek kevokekê hat xwarê û li ser wî danî.
Û dengekî ji ezmanan weha got: «Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e.»
Hingê Ruh Îsa bir çolê, da ku ji aliyê Îblîs ve bê ceribandin.
Piştî ku Îsa çil roj û çil şevî rojî girt, birçî bû
û yê ku diceribîne hat ba wî û jê re got: «Eger tu Kurê Xwedê yî, ji van keviran re bêje bila bibin nan.»
Îsa bersîva wî da û got: «Hatiye nivîsîn ku: ‹Mirov ne bi nên tenê dijî, lê bi her peyva ku ji devê Xwedê derdikeve dijî.› »
Piştre Îblîs ew bir Bajarê Pîroz, ew danî ser birca Perestgehê û jê re got:
«Eger tu Kurê Xwedê yî, ka xwe ji vir bavêje xwarê. Çimkî hatiye nivîsîn: ‹Ewê ji bo te li milyaketên xwe emir bike û ewê te li ser destên xwe hilgirin, da ku lingê te li kevirekî nekeve.› »
Îsa bersîva wî da û got: «Ev jî hatiye nivîsîn: ‹Xudan Xwedayê xwe neceribîne.› »
Îcar Îblîs ew derxist serê çiyayekî gelek bilind û hemû padîşahiyên dinyayê û rûmet û bedewiya wan nîşanî wî da
û jê re got: «Eger tu li ber min herî ser çokan û biperizî min, ezê van hemûyan bidim te.»
Hingê Îsa jê re got: «Ji min dûr keve, Îblîs! Çimkî hatiye nivîsîn: ‹Biperize Xudan Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re xizmetê bike.› »
Piştî vê yekê Îblîs dev ji wî berda û milyaket hatin û ji wî re xizmet kirin.
Gava Îsa bihîst ku Yûhenna hatiye girtin, xwe da aliyê Celîlê.
Ew ji Nisretê derket, çû Kefernahûma li qeraxê golê ya li herêma Zebûlon û Nefteliyê bi cih bû,
da ku ew peyva ku bi devê Îşaya pêxember hatibû gotin, bê cih:
«Welatê Zebûlonê û welatê Nefteliyê Ber bi golê ve, ji Çemê Urdunê wê ve, Celîla miletan!
Ew gelê ku di tariyê de rûdine, Ronahiyeke mezin dît. Û li ser wan ên ku li welatê di bin siya mirinê de rûdinin Ronahî derket.»
Ji wê demê û pê ve, Îsa dest bi hînkirinê kir û got: «Tobe bikin, çimkî Padîşahiya Ezmanan nêzîk bûye.»
Gava ku Îsa li perê Gola Celîlê digeriya, wî du bira dîtin, Şimûnê ku jê re Petrûs digotin û birayê wî Endrawis. Wan tor davêtin golê, çimkî ew masîgir bûn.
Îsa ji wan re got: «Li pey min werin! Ezê we bikim nêçîrvanên mirovan.»
Wan jî di cih de torên xwe hiştin û li pey wî çûn.
Îsa ji wê derê pêşve çû, wî du birayên din jî dîtin, Aqûbê Zebedî û birayê wî Yûhenna. Wan bi bavê xwe Zebedî re di qeyikê de torên xwe vediçinîn. Îsa gazî wan jî kir.
Wan jî di cih de qeyik û bavê xwe hiştin û ew li pey wî çûn.
Îsa li seranserê herêma Celîlê digeriya, di kinîştên wan de hîn dikir, Mizgîniya Padîşahiyê dida û hemû êş û nexweşiyên di nav xelkê de qenc dikirin.
Nav û dengê wî li seranserê Sûriyê belav bû û xelkê hemû nexweşên ku ketibûn êş û janên cûr bi cûr, cinoyî, atî û felcî anîn ba wî û wî hemû qenc kirin.
Îcar elaletên mezin ji Celîlê, ji Dêkapolîsê, ji Orşelîmê, ji Cihûstanê û ji aliyê din ê Çemê Urdunê li pey wî çûn.
Îsa elalet dîtin û hilkişiya çiyê. Çaxê rûnişt, şagirtên wî hatin ba wî.
Wî dest bi hînkirina wan kir û got:
«Xwezî bi wan ên ku bi ruh belengaz in, Çimkî Padîşahiya Ezmanan ya wan e.
Xwezî bi wan ên ku şîndar in, Çimkî ewê bên aşkirin.
Xwezî bi wan ên ku nefsbiçûk in, Çimkî ewê erdê par bistînin.
Xwezî bi wan ên ku tî û birçiyên rastdariyê ne, Çimkî ewê bên têrkirin.
Xwezî bi wan ên ku dilbirehm in, Çimkî dilrehmî wê li wan bê kirin.
Xwezî bi wan ên ku dilpak in, Çimkî ewê Xwedê bibînin.
Xwezî bi wan ên ku aştîker in, Çimkî wê ji wan re zarokên Xwedê bê gotin.
Xwezî bi wan ên ku di ber rastdariyê de mirov tengahiyê didin wan, Çimkî Padîşahiya Ezmanan a wan e.
Xwezî bi we, gava ku ew di ber navê min de we nizim bikin, tengahiyê bidin we û bi bêbextî her cûreyê gotinên xerab ji bo we bêjin.
Şa bibin û dilgeş bin! Çimkî xelata we li ezmanan mezin e. Ji ber ku wan bi vî awayî tengahî da wan pêxemberên beriya we jî.
«Hûn xwêya dinyayê ne, lê eger xwê tama xwe winda bike, careke din ewê bi çi bê bitamkirin? Êdî bi kêrî tiştekî nayê, ji bilî ku bê avêtin derve û di bin lingên mirovan de bê perçiqandin.
«Hûn ronahiya dinyayê ne. Bajarê ku li ser çiyê ye nikare bê veşartin.
Ne jî kes qendîlê pêdixe û dike bin melkebê, lê belê datîne ser şamdankê ku ronahiyê bide her kesên hundir.
Bi vî awayî bila ronahiya we jî li ber mirovan wisa şewq bide, da ku kirinên we yên qenc bibînin û pesnê Bavê we yê li ezmanan bidin.
«Nefikirin ku ez hatime Şerîetê û nivîsarên pêxemberan ji holê rakim. Ez nehatime ku ji holê rakim, lê ez hatime ku temam bikim.
Bi rastî ez ji we re dibêjim, beriya ku erd û ezman bibihûre, herfek an nuqteyeke biçûk ji Şerîetê winda nabe, heta ku her tişt bê cih.
Loma kî ku ji van emran ê herî biçûk bişikêne û bi wî awayî mirovan hîn bike, wê di Padîşahiya Ezmanan de ji wî re yê herî biçûk bê gotin. Lê kî ku van emran bîne cih û hîn bike, wê di Padîşahiya Ezmanan de ji wî re mezin bê gotin.
De îcar ez ji we re dibêjim, eger rastdariya we ne di ser a Şerîetzan û Fêrisiyan re be, hûn tu caran nakevin Padîşahiya Ezmanan.
«We bihîstiye ku ji pêşiyan re hatiye gotin: ‹Nekuje! Kî ku bikuje, wê bê dîwankirin!›
Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku li birayê xwe hêrs bibe, wê bê dîwankirin. Û kî ku ji birayê xwe re bêje: ‹Bêmejî!› wê li ber Dîwana Bilind bê kişandin pirsyarê. Û kî ku bêje: ‹Ehmeq!› ewê agirê dojehê heq bike.
Loma, gava ku tu li ser gorîgehê diyariya xwe pêşkêş dikî, eger bê bîra te ku dilê birayê te ji te maye,
diyariya xwe li wir, li ber gorîgehê bihêle. Pêşî here bi birayê xwe re li hev were û hingê vegere, diyariya xwe pêşkêş bike.
Hê ku tu di riya dadgehê de yî, zû bi sûcdarkerê xwe re li hev were. An na, ewê te bide destê dadger û dadger jî te bide destê qerdiyan û tê bikevî zîndanê.
Bi rastî ez ji te re dibêjim, heta ku tu qurişê dawî nedî, tu ji wê derê qet dernakevî.
«We bihîstiye ku hatiye gotin: ‹Zînayê neke!›
Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku bi dilxwazî li jinekê binêre, ji xwe wî di dilê xwe de bi wê re zîna kiriye.
Eger çavê te yê rastê te bixe guneh, wî derxe û ji xwe bavêje! Ji bo te çêtir e ku tu endamekî ji bedena xwe winda bikî, lê hemû bedena te nekeve dojehê.
Û eger destê te yê rastê te bixe guneh, wî jêke û ji xwe bavêje! Ji bo te çêtir e ku tu endamekî ji bedena xwe winda bikî, lê hemû bedena te neçe dojehê.
«Hatiye gotin: ‹Kî ku jina xwe berde, bila kaxeza jinberdanê bide wê.›
Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku zîna ne tê de, ji ber sedemekî din jina xwe berde, dibe sedemê zînakirina wê. Û kî ku bi jineke berdayî re bizewice zînayê dike.
«We ev jî bihîstiye ku ji pêşiyan re hatiye gotin: ‹Bi derew sond nexwe û sondên xwe li ber Xudan bîne cih.›
Lê ez ji we re dibêjim, qet sond nexwin! Ne bi ezmên, çimkî ew textê Xwedê ye,
ne jî bi erdê, çimkî binlingê wî ye, ne jî bi Orşelîmê, çimkî ew bajarê Padîşahê Mezin e
û ne jî bi serê xwe sond bixwe, çimkî tu nikarî mûyekî spî an reş bikî.
Bila erêya we «Erê» be û naya we «Na» be. Ji vê zêdetir ji Yê Xerab e.
«We bihîstiye ku hatiye gotin: ‹Çav di ber çav de, diran di ber diran de.›
Lê belê ez ji we re dibêjim, li ber ê xerab ranebin. Eger yek sîleyekê li lama te ya rastê bixe, ya din jî bide ber.
Û eger yek bixwaze te bide dadgehê û kirasê te ji te bistîne, ebayê xwe jî bi dest wî ve berde.
Eger yek bi zorê te kîlometrekê rêve bibe, bi wî re du kîlometreyan here.
Bide wî yê ku ji te dixwaze, rûyê xwe ji yê ku ji te deyn dixwaze, nezivirîne.
«We bihîstiye ku hatiye gotin: ‹Ji cîranê xwe hez bike, ji dijminê xwe nefret bike!›
Lê ez ji we re dibêjim, ji dijminên xwe hez bikin û ji bo yên ku tengahiyê didin we dua bikin,
da ku hûn bibin zarokên Bavê xwe yê li ezmanan. Çimkî ew tava xwe hem li ser xeraban û hem jî li ser qencan dertîne û barana xwe bi ser rast û nerastan de dibarîne.
Eger hûn ji wan hez bikin, yên ku ji we hez dikin, ma wê xelata we çi be? Ma bacgir jî weha nakin?
Û eger hûn bi tenê silavê bidin birayên xwe, ma hûn ji yên din zêdetir çi dikin? Ma pûtperest jî weha nakin?
Loma bêkêmahî bin, çawa ku Bavê we yê li ezmanan bêkêmahî ye.
«Hay ji xwe hebin, kirinên xwe yên qenc li ber çavên mirovan nekin, ji bo ku ji aliyê wan ve bên dîtin. An na, wê ji Bavê we yê li ezmanan ji bo we xelat nebe.
Loma, çaxê ku tu xêrê bikî, li pêşiya xwe li boriyê nexe, wek ku durû li kuçê û di kinîştan de dikin, da ku pesnê wan bê dayîn. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan xelata xwe standiye.
Îcar çaxê ku tu xêrê bikî, bila destê te yê çepê nezane ku destê te yê rastê çi dike,
da ku xêra te veşartî be. Bavê te yê ku tiştê veşartî tê kirin jî dibîne, wê bergîdana te bide te.
«Gava ku hûn dua dikin, wek ên durû nebin, çimkî ew hez dikin ku li serê kuçeyan û di kinîştan de dua bikin, da ku ji aliyê mirovan ve bên dîtin. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan xelata xwe standiye.
Lê çaxê ku tu dua dikî, bikeve hundirê odeya xwe, deriyê xwe bigire û ji Bavê xwe yê ku nayê dîtin re dua bike û Bavê te yê ku tiştê veşartî tê kirin dibîne, wê bergîdana te bide te.
«Çaxê ku hûn dua dikin, wek pûtperestan gotinên pûç pircar nekin; ew guman dikin bi pircarkirina peyvan wê bên bihîstin.
Îcar hûn nebin wek wan, çimkî Bavê we hê berî ku hûn ji wî bixwazin bi hewcedariya we dizane.
«Hûn bi vî awayî dua bikin: Bavê me yê li ezmanan, Navê te pîroz be.
Bila padîşahiya te bê. Daxwaza te wek li ezmên, Bila li ser rûyê erdê jî bê cih.
Nanê me yê rojane roj bi roj bide me.
Û li deynên me bibihûre, Wek ku em li deyndarên xwe bihûrtine.
Û me nebe ceribandinê, Lê me ji Yê Xerab xilas bike. Çimkî padîşahî, karîn û rûmet her û her ên te ne! Amîn.
Eger hûn li sûcên mirovan bibihûrin, Bavê we yê li ezmanan jî wê li sûcên we bibihûre.
Lê eger hûn li sûcên mirovan nebihûrin, Bavê we jî li sûcên we nabihûre.
«Û çaxê ku hûn rojiyê bigirin, wek durûyan mirûzê xwe nekin; ew rûyê xwe tirş dikin, da ku mirov bibînin ku ew bi rojî ne. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan xelata xwe standiye.
Lê çaxê ku tu rojiyê bigirî, rûn li porê xwe bide û serçavê xwe bişo,
da ku mirov nebînin ku tu bi rojî yî, lê Bavê te yê ku nayê dîtin bibîne. Û Bavê te yê ku tiştê veşartî tê kirin dibîne, wê bergîdana te bide te.
«Li ser rûyê erdê ji bo xwe xezîneyan necivînin, ku li wir zeng û bizûzk wan xera dikin, dixwin û diz dikevinê û didizin.
Lê ji bo xwe xezîneyan li ezmên bicivînin, ku li wir ne zeng û bizûzk dikarin wê xera bikin, bixwin û ne jî diz dikarin bikevinê û bidizin.
Çimkî xezîneya we li ku derê be, dilê we jî wê li wê derê be.
«Çiraya bedenê çav e. Eger çavê te qenc be, wê tevahiya bedena te bibe ronahî.
Lê eger çavê te xerab be, wê tevahiya bedena te di tariyê de be. Îcar, eger ronahiya di dilê te de tarî ye, ew çi tariyeke mezin e!
«Tu kes nikare xulamtiyê ji du axayan re bike; çimkî an ewê ji yekî nefret bike û ji yê din hez bike, an jî ewê qedrê yekî bigire û yê din biçûk bibîne. Hûn nikarin xulamtiyê hem ji Xwedê re û hem jî ji dewlemendiyê re bikin.
«Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim, ji bo jiyana xwe xeman nexwin, ka hûnê çi bixwin, an çi vexwin û ne jî ji bo bedena xwe, ka hûnê çi li xwe bikin. Ma jiyan ne di ser xwarinê re û beden jî ne di ser lixwekirinê re ye?
Li teyrên ezmanan binêrin! Ew ne diçînin, ne didirûn û ne jî di embaran de dicivînin. Dîsa jî Bavê we yê li ezmanan wan têr dike. Ma hûn ne di ser wan re ne?
Îcar kî ji we bi xemxwarinê dikare kêlîkekê bi ser jiyana xwe ve dirêjtir bike?
«Û hûn çima ji bo cilan xeman dixwin? Li sosinên çolê binêrin ku çawa mezin dibin, ew ne dixebitin û ne jî rîs dirêsin.
Lê ez ji we re dibêjim ku Silêman jî di hemû rûmeta xwe de wek yeke ji wan cil li xwe nekirin.
Îcar, eger Xwedê giyayê çolê yê ku îro heye û sibê di tendûrê de tê şewitandin, bi vî awayî bi cil dike, ma ew we hê bêtir bi cil nake, hey kêmîmanno?
Loma xeman nexwin û nebêjin: ‹Emê çi bixwin?› an ‹Emê çi vexwin?› an jî ‹Emê çi li xwe bikin?›
Pûtperest li van hemû tiştan digerin. Lê Bavê we yê li ezmanan dizane ku hûn hewcedarê van hemû tiştan in.
Lê hûn berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê û li rastdariya wî bigerin û ev hemû tişt jî wê ji we re bên dayîn.
Loma ji bo sibê xeman nexwin, çimkî sibe wê ji bo xwe xeman bixwe. Derdê rojê têra rojê dike.
«Dadbar nekin, da ku hûn jî neyên dadbarkirin.
Çimkî hûn bi çi awayî yên din dadbar bikin, hûn jî, hûnê bi wî awayî bên dadbarkirin. Hûn bi kîjan pîvanê bipîvin, wê bi wê pîvanê ji we re jî bê pîvandin.
Tu çima qirşikê di çavê birayê xwe de dibînî, lê girşê di çavê xwe de nabînî?
An çawa tu dikarî ji birayê xwe re bêjî: ‹Bihêle ku ez qirşikê di çavê te de derxim› hê ku girş di çavê te de ye?
Hey mirovê durû, pêşî girşê di çavê xwe de derxe, hingê tê zelal bibînî ku tu qirşikê di çavê birayê xwe de derxî.
«Tiştê pîroz nedin kûçikan û ne jî durên xwe bavêjin ber berazan. An na, ewê wan di bin lingên xwe de biperçiqînin û bizivirin we perçe perçe bikin!
«Bixwazin, wê ji we re bê dayîn; lê bigerin, hûnê bibînin; li derî bixin, ewê ji we re vebe.
Çimkî her kesê ku dixwaze, distîne û yê digere, dibîne û yê li derî dixe, jê re vedibe.
Kî ji we, gava ku kurê wî nên jê bixwaze, wê kevir bide wî?
An gava ku masî bixwaze, wê mar bide wî?
Bi ser ku hûn xerab in jî, hûn dizanin diyariyên qenc bidin zarokên xwe. Îcar Bavê we yê li ezmanan wê çiqas bêtir tiştên qenc bide wan ên ku ji wî dixwazin!
«Loma her çi ku hûn dixwazin xelk ji we re bikin, hûn jî wisa ji wan re bikin, çimkî hînkirina Şerîetê û pêxemberan ev e.
«Di deriyê teng re derbas bibin. Çimkî deriyê ku dibe helakê fireh e, riya ku diçe wê rihet e û yên ku pê ve diçin gelek in.
Lê deriyê ku dibe jiyanê teng e, rê jî dijwar e û yên ku wê dibînin hindik in.
«Hay ji pêxemberên derewîn hebin. Ew di postê miyan de tên ba we, lê di hundir de ew gurên har in.
Hûnê wan ji berê wan nas bikin. Ma mirov ji stiriyan tirî û ji diriyan hêjîran diçinin?
Bi vî awayî her dara qenc berê qenc, lê her dara xerab jî berê xerab dide.
Dara qenc nikare berê xerab bide û dara xerab nikare berê qenc bide.
Her dara ku berê qenc nede tê birrîn û avêtin nav êgir.
Îcar hûnê wan ji berê wan nas bikin.
«Ne ku her kesên ji min re dibêjin: ‹Ya Xudan, ya Xudan› wê bikevin Padîşahiya Ezmanan! Bi tenê yên ku daxwaza Bavê min ê li ezmanan dikin, wê bikevinê.
Wê rojê gelek wê ji min re bêjin: ‹Ya Xudan, ya Xudan! Ma bi navê te me pêxemberîtî nekir? Bi navê te me cin dernexistin? Ma bi navê te me gelek keramet nekirin?›
Hingê ezê bi eşkereyî ji wan re bêjim: ‹Min hûn qet nas nekirin! Ji min dûr kevin, hûn ên ku neheqiyê dikin!›
«Îcar her kesê ku van peyvên min dibihîze û tîne cih, mîna wî mirovê aqilmend e ku xaniyê xwe li ser latê ava kiriye.
Baran dibare, bahoz radibe, lehî tên û li wî xaniyî dixin, lê ew hilnaweşe, çimkî li ser latê hatiye avakirin.
Û her kesê ku van peyvên min dibihîze û nake, mîna wî mirovê bêaqil e ku xaniyê xwe li ser seylakê ava kiriye.
Baran dibare, bahoz radibe, lehî tê û li wî xaniyî dixin û xanî hildiweşe. Û bi hilweşîneke mezin dikeve.»
Gava ku Îsa ev gotinên xwe xilas kirin, elalet li hînkirina wî gelek şaş ma.
Çimkî wî ne wek Şerîetzanên wan, lê wek yekî xweyî desthilatî ew hîn dikirin.
Çaxê ku Îsa ji çiyê hat xwarê, elaleteke mezin li pey wî çû.
Îcar kotiyek hat ba wî, li ber wî deverû çû erdê û got: «Ya Xudan, eger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî!»
Îsa jî destê xwe dirêj kir, dest li wî da û got: «Ez dixwazim, paqij bibe!» Di cih de kotîbûna wî paqij bû.
Hingê Îsa jê re got: «Binêre! Tu ji kesî re nebêjî! Lê here, xwe nîşanî kahîn bide û diyariya ku Mûsa emir kiriye pêşkêş bike, da ku ji wan re bibe şahidî.»
Gava ku Îsa ket Kefernahûmê, sersedek hat ba wî û bi lava jê re got:
«Ya Xudan, xulamê min felcbûyî, bi êşeke giran li malê di nav nivînan de ye.»
Îsa ji wî re got: «Ezê bêm û wî qenc bikim.»
Sersed lê vegerand û got: «Ya Xudan, ez ne hêja me ku tu bêyî bin banê min, lê bi tenê peyvekê bêje û xulamê min wê qenc bibe.
Çimkî ez jî mirovekî di bin emir de me û di bin emrê min de leşker hene. Ez ji yekî re dibêjim ‹Here›, ew diçe; ji yekî din re dibêjim ‹Were›, ew tê. Ez ji xulamê xwe re dibêjim ‹Vê bike›, ew dike.»
Gava ku Îsa ev yek bihîst, şaş ma û ji yên ku li pey wî dihatin re got: «Bi rastî, ez ji we re dibêjim, di Îsraêlê de jî min baweriyeke weha di dilê kesekî de nedît.
Ez ji we re dibêjim ku ji Rojhilat û ji Rojava gelek wê bên û di Padîşahiya Ezmanan de bi Birahîm, Îshaq û Aqûb re li ser sifrê rûnin.
Lê zarokên Padîşahiyê wê bên avêtin nav tariya derve û wê li wê derê bibe girîn û qirçîna diranan.»
Îcar Îsa li sersed zivirî û jê re got: «Here, bila wek ku te bawer kir, ji te re bibe.» Û di wê gavê de xulam wî qenc bû.
Gava ku Îsa ket mala Petrûs, wî xesûya wî bi tayêketî razayî dît.
Îsa destê xwe danî ser destê wê, tayê ew berda, jinik rabû û ji wî re xizmet kir.
Gava ku bû êvar, gelek mirovên cinoyî anîn ba wî. Wî bi gotinekê cin derxistin û hemû nexweş qenc kirin.
Ev çêbû, da ku ew peyva ku bi devê Îşaya pêxember hatibû gotin, bê cih: «Wî êşên me kişandin Û nexweşiyên me hildan ser xwe.»
Gava Îsa elalet li dora xwe dît, wî li wan emir kir ku derbasî aliyê din ê golê bibin.
Hingê Şerîetzanek nêzîkî wî bû û jê re got: «Mamoste, tu herî ku derê, ezê li pey te bêm.»
Îsa jê re got: «Kunên roviyan hene, hêlînên teyrên ezmanan jî hene, lê cihekî Kurê Mirov tune ku serê xwe lê deyne.»
Ji şagirtên wî yekî jê re got: «Ya Xudan! Destûrê bide min ku ez pêşî herim bavê xwe veşêrim.»
Lê Îsa ji wî re got: «Tu li pey min were! Bihêle, bila mirî miriyên xwe veşêrin!»
Gava ew ket qeyikê, şagirtên wî jî li pey wî siwar bûn.
Ji nişkê ve di golê de bagereke mezin rabû, wisa ku pêlên avê bi ser qeyikê diketin. Heçî Îsa bû, radiza.
Şagirt nêzîkî wî bûn, ew hişyar kirin û gotin: «Ya Xudan! Me xilas bike! Em helak dibin!»
Îsa li wan vegerand: «Hey kêmîmanno, hûn çima ditirsin?» Hingê ew rabû, li bayê û li golê hilat û bêpêjiniyeke mezin çêbû.
Hemû şaş man û gotin: «Ma ev mirovekî çawa ye? Ba û gol jî bi ya wî dikin!»
Gava ku Îsa derbasî aliyê din bû û gihîşt herêma Gedarîniyan, du mirovên cinoyî ji nav goristanê derketin û hatin pêşiya wî. Ew ewqas har bûn ku kes nikaribû di wê riyê re derbas bibûya.
Îcar wan bi qîrîn gotin: «Ya Kurê Xwedê, ma te çi ji me ye? Ma ji berî ku wext bê, tu hatî vir ku me bidî ezabê?»
Ji wan wêvetir garaneke mezin a berazan diçêriya.
Cinan ji wî lava kirin û gotin: «Eger tu me derxî, me bişîne nav garana berazan.»
Wî ji wan re got: «Herin!» Hingê ew derketin û çûn nav berazan. Hemû garanê xwe di kaşê re avêt golê û di avê de xeniqî.
Gavanên berazan reviyan, çûn bajêr, her tişt û çi ji bo yên cinoyî çêbû, gotin.
Hingê hemû xelkê bajêr hat pêşiya Îsa û gava ku ew dîtin, jê lava kirin ku ji herêma wan here.
Îsa ket qeyikekê, derbasî aliyê din bû û hat bajarê xwe.
Çend mirovan felciyekî ku di nav nivînan de bû anî ba wî. Gava ku Îsa baweriya wan dît, wî ji yê felcî re got: «Bi zirav be lawo, li gunehên te hat bihûrtin.»
Hingê ji Şerîetzanan hinekan di dilê xwe de got: «Ev mirov çêran dike!»
Lê Îsa bi fikrên wan dizanibû û got: «Hûn çima di dilê xwe de tiştên xerab difikirin?
Ma kîjan hêsanîtir e? Gotina ‹Li gunehên te hat bihûrtin›, an gotina ku ‹Rabe û rêve here›?
Lê ji bo ku hûn bizanin ku desthilatiya Kurê Mirov heye ku li ser rûyê erdê li gunehan bibihûre…» Hingê ji yê felcî re got: «Rabe, nivînên xwe hilîne û here mala xwe.»
Û mirov jî rabû û çû mala xwe.
Gava ku elaletê ev yek dît, tirsiya û pesnê Xwedayê ku desthilatiya weha daye mirovan dan.
Gava Îsa ji wê derê çû, wî mirovek bi navê Metta li cihê bacxanê rûniştî dît. Îsa ji wî re got: «Li pey min were.» Metta jî rabû û li pey wî çû.
Çaxê ku Îsa li mala Metta li ser xwarinê bû, gelek bacgir û gunehkar hatin, bi wî û şagirtên wî re li ser sifrê rûniştin.
Dema ku Fêrisiyan ev yek dît, wan ji şagirtên wî pirsî: «Çima Mamosteyê we bi bacgir û gunehkaran re xwarinê dixwe?»
Gava Îsa ev bihîst, got: «Ne yên saxlem, lê yên nexweş hewcedarê hekîm in.
Îcar hûn herin û mana peyva: ‹Ez rehmê dixwazim, ne goriyê› hîn bibin. Ji ber ku ez nehatime gazî yên rast bikim, lê ez hatime ku gazî yên gunehkar bikim.»
Hingê şagirtên Yûhenna hatin ba Îsa û ji wî pirsîn: «Çima em û Fêrisî gelek caran rojiyê digirin, lê şagirtên te rojiyê nagirin?»
Wî ji wan re got: «Heta ku zava bi wan re be, ma dibe ku xelkê dawetê şînê bigirin? Lê rojên ku zava ji wan bê standin wê bên û hingê ewê rojiyê bigirin.
«Tu kes bi perçê qumaşê ku neçûye hev, cilê kevin pîne nake, çimkî ew pînê ku hatiye lêxistin ji cil dikeve û cihê qetiyayî hê xerabtir dibe.
Ne jî kes şeraba nû dixe meşkên kevin. Eger bixeyê, meşk diteqin, şerab dirije û meşk ziyan dibin. Na, şeraba nû dixin meşkên nû û herdu jî tên parastin.»
Gava ku Îsa ev digotin, serekek hat, li ber wî çû ser çokan û got: «Ha niha keça min mir. Lê were û destê xwe deyne ser wê, ewê bijî.»
Îsa rabû û tevî şagirtên xwe li pey wî çû.
Di wê navê de jinikek ku ji diwanzdeh salan ve xwîn jê diçû, ji paş Îsa ve hat û destê xwe li rêşiyên kirasê wî da.
Jinikê di dilê xwe de digot: «Bi tenê ez destê xwe li kirasê wî bidim, ezê qenc bibim.»
Îsa zivirî, ew dît û jê re got: «Bi zirav be keça min, baweriya te tu qenc kirî.» Û jinik ji wê gavê ve sax bû.
Gava Îsa ket mala serekê kinîştê, bilûrvan û elaleta ku dikirin qîjeqîj dîtin,
wî got: «Xwe bidin aliyekî. Keçik nemiriye, lê ew di xew de ye.» Îcar ew pê keniyan.
Piştî ku elalet hat derxistin derve, ew ket hundir, wî bi destê keçikê girt û keçik rabû.
Ev xeber li seranserê wê herêmê belav bû.
Gava Îsa ji wir derbas dibû, du mirovên kor li pey wî hatin û bi qîrîn gotin: «Li me were rehmê, ey Kurê Dawid!»
Çaxê Îsa gihîşt malê, mirovên kor hatin ba wî. Hingê Îsa ji wan pirsî: «Hûn bawer dikin ku ez dikarim vê bikim?» Koran lê vegerand û gotin: «Erê, ya Xudan.»
Hingê Îsa destê xwe danî ser çavên wan û got: «Bila li gor baweriya we ji we re bibe.»
Û çavên wan vebûn. Wî bi hişkî tembîh li wan kir û got: «Hay jê hebin, bila tu kes bi vê nizanibe.»
Lê ew derketin, wan navê wî li seranserê wê herêmê belav kir.
Çaxê ku ew derketin, mirovekî lal û cinoyî anîn ba Îsa.
Gava ku cinê wî hat derxistin, mirovê ku lal bû peyivî. Elalet şaş ma û got: «Li Îsraêlê tiştekî weha qet nehatiye dîtin.»
Lê Fêrisiyan got: «Ew bi destê mîrê cinan, cinan derdixe.»
Îsa li hemû bajar û gundan digeriya, di kinîştên wan de hîn dikir, Mizgîniya Padîşahiyê dida û hemû êş û nexweşî qenc dikirin.
Gava wî elalet dîtin, dilê wî bi wan şewitî. Çimkî ew mîna miyên bê şivan ên şaşbûyî û belavbûyî bûn.
Hingê wî ji şagirtên xwe re got: «Dexil gelek e, lê pale hindik in.
Loma lava ji Xudanê dexlê bikin, da ku ji bo dexla xwe paleyan bişîne.»
Îsa her diwanzdeh şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û desthilatî da wan ku ruhên nepak derxin, her cûreyê êş û nexweşiyan qenc bikin.
Navên her diwanzdeh Şandiyan ev in: Yê pêşî, Şimûn, ku jê re Petrûs digotin û birayê wî Endrawis, Aqûbê kurê Zebedî û birayê wî Yûhenna.
Filîpos û Bertolomeyos, Tûma û Mettayê bacgir, Aqûbê kurê Halfayos û Tedayos.
Şimûnê Welatparêz û Cihûdayê Îsxeryotî yê ku Îsa da dest.
Îsa ew her diwanzdeh şandin û li wan emir kir û got: «Neçin nav miletên ne Cihû û nekevin tu bajarê Sameriyan.
Lê hê bêtir herin ba miyên windabûyî yên mala Îsraêl.
Gava ku hûn herin, Mizgîniyê bidin û bêjin: ‹Padîşahiya Ezmanan nêzîk e!›
Nexweşan qenc bikin, miriyan rakin, kotiyan paqij bikin û cinan derxin. We belaş stand, belaş bidin.
Di kemberên xwe de ne zêr, ne zîv û ne jî sifir hildin.
Ji bo rêwîtiyê bi xwe re ne tûrik, ne du kiras, ne du cot çarox û ne jî dar bibin. Çimkî pale hêjayî xwarina xwe ye.
«Kîjan bajar û gundê ku hûn herinê, bipirsin ka kî hêja ye û heta ku hûn derkevin, li ba wî bimînin.
Gava ku hûn ketin malekê, silavê lê bikin.
Eger ew mal hêja be, bila aştiya we li ser wê be; eger ne hêja be, bila aştiya we li we vegere.
Kî ku we qebûl neke û guh nede peyva we, gava hûn ji wê malê an ji wî bajarî derkevin, toza lingên xwe biweşînin.
Bi rastî ez ji we re dibêjim, di Roja Dawî de, rewşa diyarê Sodom û Gomorayê wê ji ya wî bajarî çêtir be.
«Va ye, ez we wek miyan dişînim nav guran. Loma wek maran bi aqil û wek kevokan dilpak bin.
Îcar li hember mirovan hay ji xwe hebin. Çimkî ewê we bidin destê civînên giregiran û di kinîştên xwe de bidin ber qamçiyan;
ji rûyê min ewê we bibin ber walî û padîşahan, da ku hûn ji wan û ji miletan re şahidiyê bikin.
Lê çaxê ku ew we bidin dest, xeman nexwin ku hûnê çi bêjin û çawa bêjin. Di wê demê de wê ji we re bê dayîn ku hûn çi bêjin.
Çimkî yê dipeyive ne hûn in, lê Ruhê Bavê we wê bi devê we bipeyive.
«Bira wê birayê xwe, bav wê zarokê xwe teslîmî mirinê bike; zarok wê li hember dê û bavê xwe rabin û wan bidin kuştin.
Hemû wê di ber navê min de ji we nefret bikin. Lê yê ku heta dawiyê ragire, ewê xilas bibe.
«Gava ku li bajarekî tengahiyê bidin we, hûn birevin bajarekî din. Bi rastî ez ji we re dibêjim, beriya hatina Kurê Mirov, hûn pê re nagihîjin ku li hemû bajarên Îsraêlê bigerin.
«Şagirt ne di ser mamosteyê xwe re ye, ne jî xulam di ser axayê xwe re ye.
Têra şagirt dike ku bibe wek mamosteyê xwe û têra xulam jî dike ku bibe wek axayê xwe. Eger ji malxwê malê re Belzebûl gotin, îcar ewê ji maliyan re çi û çi nebêjin!
«Îcar ji wan netirsin. Çimkî tu tiştê nixumandî tune ku xuya nebe, ne jî tiştekî veşartî heye ku neyê zanîn.
Tiştê ku ez di tariyê de ji we re bêjim, di ronahiyê de bêjin; tiştê ku di guhê we de tê gotin, li ser banî gazî bikin.
Ji wan ên ku bedenê dikujin, lê nikarin can bikujin netirsin. Hê bêtir ji wî bitirsin ê ku dikare hem can û hem bedenê di dojehê de helak bike.
Ma du çivîk bi çerxiyekî nayên firotin? Dîsa jî bê destûra Bavê we yek ji wan nakeve erdê.
Heçî hûn in, mûyên serê we jî hemû hejmartî ne.
Loma netirsin, hûn ji gelek çivîkan hêjatir in.
«Îcar her kesê ku li ber mirovan min eşkere bike, ez jî, ezê wî li ber Bavê xwe yê li ezmanan eşkere bikim.
Lê kî ku min li ber mirovan înkar bike, ez jî, ezê wî li ber Bavê xwe yê li ezmanan înkar bikim.
«Nefikirin ku ez hatime aştiyê bînim ser rûyê erdê. Ez nehatime ku aştiyê bînim, lê ez hatime ku şûr bînim.
Çimkî ez hatime ku ‹dijraberiyê bixim navbera bav û kur, dê û keçê, bûkê û xesûyê.
Dijminê mirov wê maliyên mala wî bi xwe bin›.
«Yê ku dê an bavê xwe ji min bêtir hez dike, ne hêjayî min e. Yê ku kur an keça xwe ji min bêtir hez dike jî, ne hêjayî min e.
Û ewê ku xaça xwe hilneyne û li pey min neyê, ne hêjayî min e.
Yê ku jiyana xwe bibîne, ewê we winda bike; lê yê ku jiyana xwe di ber min de winda bike, ewê we bibîne.
«Yê ku we qebûl bike, min qebûl dike û yê ku min qebûl bike, wî yê ku ez şandime qebûl dike.
Yê ku pêxemberekî ji ber ku pêxember e qebûl bike, ewê xelata ku ji bo pêxember e bistîne. Û yê ku mirovê rast ji ber ku rast e qebûl bike, ewê xelata yê rast bistîne.
Û kî ku tasek ava sar bide yekî ji van biçûkan, ji ber ku ew şagirtê min e, bi rastî ez ji we re dibêjim, ew tu caran xelata xwe winda nake.»
Çaxê ku Îsa tembîhkirina li her diwanzdeh şagirtên xwe xilas kir, ew ji wir çû bajarên wan, da ku hîn bike û Mizgîniyê bide.
Gava Yûhenna di girtîgehê de bihîst ku Mesîh çi dike, wî şagirtên xwe şandin ba wî
ku ji wî bipirsin: «Ma yê ku wê bihata tu yî, an divê em li benda yekî din bimînin?»
Îsa li wan vegerand û got: «Herin tiştên ku hûn dibihîzin û dibînin ji Yûhenna re bêjin:
Kor dibînin, şil û şeht rêve diçin, kotî paqij dibin, kerr dibihîzin, mirî radibin û Mizgînî ji belengazan re tê dayîn.
Xwezî bi wî yê ku ji min neenire.»
Gava ku şagirtên Yûhenna diçûn, Îsa dest pê kir û ji elaletê re li ser Yûhenna peyivî û got: «Hûn derketin çolê, da ku hûn çi bibînin? Ma çîtikeke ku li ber bayê diheje?
Nexwe, hûn çûn ku çi bibînin? Ma mirovekî ku cilên nermîn li xwe kirine? Ew ên ku cilên nermîn li xwe dikin di qesrên padîşahan de ne.
Nexwe hûn derketin ku çi bibînin? Ma pêxemberekî? Erê, ez ji we re dibêjim ji pêxemberekî hê zêdetir.
Ev ew e yê ku li ser hatiye nivîsîn: ‹Va ye, ez qasidê xwe di pêşiya te de dişînim, Ewê li pêşiya te riya te amade bike.›
Bi rastî ez ji we re dibêjim, di nav wan ên ku ji jinan çêbûn de, yekî ji Yûhennayê imadkar mezintir derneketiye. Lê di Padîşahiya Ezmanan de yê herî biçûk ji wî mezintir e.
Ji roja Yûhennayê imadkar û heta niha, zor li Padîşahiya Ezmanan tê kirin û yên zordar wê bi dest dixin.
Çimkî hemû pêxemberan û Şerîetê heta dema Yûhenna pêxemberîtî kirin.
Û eger hûn dixwazin vê yekê qebûl bikin, Êlyasê ku diviya bihata ew e.
Yê ku guhên wî hene bila bibihîze.
«Îcar ez vî nifşî bimînînim çi? Ew mîna wan zarokan in ku li meydanan rûniştine û gazî hevdû dikin
û dibêjin: ‹Me ji bo we li bilûrê xist û hûn nereqisîn. Me avêt ser miriyan û we şîn negirt.›
Çimkî Yûhenna hat, ne dixwar û ne jî şerab vedixwar, lê ew dibêjin: ‹Ew bi cinan ketiye.›
Kurê Mirov hat, dixwe û vedixwe, îcar dibêjin: ‹Va ye xwera û serxweş, dostê bacgir û gunehkaran. Lê şehrezayî bi kirinên xwe rast tê dîtin.›»
Hingê Îsa dest pê kir li wan bajaran hilat, ku di wan de gelek ji kerametên wî çêbûbûn. Çimkî wan tobe nekir.
«Wey li te Xorazînê! Wey li te Beytsaydayê! Eger ew kerametên ku li nav we hatin kirin, li Sûr û Saydayê bihatana kirin, wanê ji zû ve di nav xirarî û xweliyê de tobe bikira.
Lê ez ji we re dibêjim, di Roja Dawî de rewşa Sûr û Saydayê wê ji ya we çêtir be.
Û tu hey Kefernahûm! Ma tê heta bi ezmên bilind bibî? Na, tê heta bi diyarê miriyan herî xwarê! Eger ew kerametên ku li nav te hatin kirin, li Sodomê bihatana kirin, ewê heta îro li cihê xwe bima.
Lê ez ji we re dibêjim ku di Roja Dawî de rewşa Sodomê wê ji ya we çêtir be.»
Di wî wextî de Îsa got: «Ey Bavo, ez ji te re şikir dikim, Xudanê erd û ezmên! Çimkî te ev tiştên ha ji şehreza û zaneyan veşartin û ji zarokên biçûk re eşkere kirine.
Erê Bavo, çimkî li ba te ya bi dil ev bû.
«Her tişt ji aliyê Bavê min ve ji min re hat dayîn. Ji bilî Bav tu kes Kur nas nake û ji bilî Kur û yên ku Kur dixwaze Bav bi wan bide eşkerekirin, tu kes jî Bav nas nake.
«Werin ba min, ey hemû yên westayî û bargiran, ezê rihetiyê bidim we.
Nîrê min deynin ser stûyê xwe û ji min hîn bibin, çimkî ez nerm û ji dil nefsbiçûk im û hûnê rihetiyê ji bo canê xwe bibînin.
Çimkî nîrê min hêsanî û barê min sivik e.»
Di wî wextî de Îsa rojeke Şemiyê di nav dexlan re derbas dibû. Şagirtên wî birçî bûbûn û dest pê kirin, simbil çinîn û xwarin.
Gava ku Fêrisiyan ev yek dît, wan ji wî re got: «Binêre! Şagirtên te tiştê ku roja Şemiyê nabe dikin.»
Îsa li wan vegerand û got: «Ma we nexwendiye ku Dawid çi kir, gava ew û yên pê re birçî bûn?
Ew ket Mala Xwedê, wî û yên bi wî re nanê pêşberiyê xwarin, ku ji bo wî û yên bi wî re çênedibû, lê bi tenê ji bo kahînan bû.
Ma we di Şerîetê de nexwendiye ku kahîn di rojên Şemiyan de, di Perestgehê de roja Şemiyê xera dikin û dîsa jî bêsûc in?
Lê ez ji we re dibêjim yekî ji Perestgehê mezintir li vir e.
Eger we mana vê gotina ‹Ez rehmê dixwazim, ne goriyê› bizaniya, weyê yên bêsûc sûcdar dernexistana.
Çimkî Kurê Mirov Xudanê roja Şemiyê ye.»
Îsa ji wê derê rabû, çû kinîşta wan.
Li wir mirovek hebû, ku destê wî hişkbûyî bû. Ji bo ku Îsa sûcdar bikin, wan jê pirsî: «Ma cayîz e ku mirov roja Şemiyê nexweşan qenc bike?»
Îsa ji wan re got: «Ma kî ji we ku miyeke wî hebe û roja Şemiyê bikeve çalê, ew wê nagire û dernaxe?
Lê mirov hê çiqas ji miyê hêjatir e! Loma roja Şemiyê qencîkirin dibe.»
Piştre Îsa ji zilam re got: «Destê xwe dirêj bike.» Wî jî dirêj kir û wek destê din qenc bû.
Lê Fêrisî derketin derve û bi hev şêwirîn ku ewê çawa Îsa bidin kuştin.
Ji ber ku Îsa bi vê yekê dizanibû, xwe ji wir da aliyekî. Elaleteke mezin li pey wî çûn û wî hemû nexweşên wan qenc kirin.
Wî li wan hişk emir kir ku nebêjin ew kî ye.
Da ku ew peyva ku bi devê Îşaya pêxember hatibû gotin bê cih:
«Va ye xulamê min ê ku min bijartiye, Yê ku ez jê hez dikim û bi dilê min e. Ezê Ruhê xwe deynim ser wî Û ewê edaletê bi miletan bide zanîn.
Ew pev naçe û naqîre Û tu kes dengê wî li kuçeyan nabihîze.
Çîtikê perçiqandî naşkêne, Û fitîla ku dû dike natemirîne, Heta ku edaletê bigihîne serketinê.
Û milet wê hêviya xwe bi navê wî ve girêdin.»
Hingê wan yekî cinoyiyê kor û lal anî ba Îsa û wî ew qenc kir, êdî hem peyivî û hem jî dît.
Tevahiya elaletê şaşmayî ma û gotin: «Gelo Kurê Dawid ev e?»
Lê gava ku Fêrisiyan ev bihîst, wan got: «Ev mirov bi destê mîrê cinan Belzebûl, cinan derdixe.»
Îsa bi fikrên wan dizanibû û ji wan re got: «Her padîşahiya ku di nav wê de dubendî hebe wêran dibe û her bajar an mala ku di nav wê de dubendî hebe, namîne.
Eger Îblîs Îblîs derxe, di nav wî de dubendî heye. Êdî padîşahiya wî wê çawa bimîne?
Eger ez bi Belzebûl cinan derxim, ma kurên we wan bi kê derdixin? Ji ber vê yekê ewê bibin dadgerên we.
Îcar, eger ez bi Ruhê Xwedê cinan derdixim, hingê Padîşahiya Xwedê gihîştiye we.
Nexwe çawa yek dikare bikeve mala mêrxasekî û tiştên wî talan bike? Eger pêşî wî girêde, hingê dikare mala wî talan bike.
«Yê ku ne bi min re ye, li hember min e û yê ku bi min re nacivîne, belav dike.
Ji bo vê yekê ez ji we re dibêjim, her çêr û guneh wê li mirovan bê bihûrtin, lê li wê çêrkirina ku li Ruhê Pîroz tê kirin nayê bihûrtin.
Kî ku li dijî Kurê Mirov gotinekê bêje wê li wî bê bihûrtin, lê kî ku li dijî Ruhê Pîroz gotinekê bêje ne li vê dinyayê û ne jî li dinya ku bê, li wî nayê bihûrtin.
«An darê qenc bikin, wê berê wê qenc be, an jî darê xerab bikin, wê berê wê xerab be. Çimkî dar ji berê xwe tê naskirin.
Hey nifşê koremaran! Hûn bi xwe xerab in, çawa hûnê bikarin tiştên qenc bêjin? Çimkî dev ji tijebûna dil dibêje.
Mirovê qenc ji xezîna dilê xwe ya qenc tiştên qenc derdixe, lê mirovê xerab ji xezîna dilê xwe ya xerab tiştên xerab derdixe.
Lê ez ji we re dibêjim, mirov wê ji bo her peyva pûç a ku bêje, di Roja Dawî de hesab bide.
Çimkî tê bi peyvên xwe bêsûc û bi peyvên xwe sûcdar bêyî derxistin.»
Hingê ji Fêrisî û Şerîetzanan hinekan ji wî re got: «Mamoste, em dixwazin ku nîşanekê ji te bibînin.»
Lê Îsa bersîva wan da û got: «Nifşê xerab û zînakar li nîşanekê digere, lê ji nîşana Ûnis pêxember pê ve, nîşaneke din jê re nayê dayîn.
Çawa ku ‹Ûnis sê roj û sê şevan di zikê masiyê mezin de ma›, wisa jî Kurê Mirov wê sê roj û sê şevan di dilê erdê de bimîne.
Di Roja Dawî de xelkê Nînewê wê bi vî nifşî re rabe û wî sûcdar derxe. Çimkî wan bi danezana Ûnis tobe kir û va ye, yekî ji Ûnis mezintir li vir e.
Şahbanûya Başûr wê di Roja Dawî de bi vî nifşî re rabe û wî sûcdar derxe. Çimkî ew ji wî kujê dinyayê hat, da ku guhdariya şehrezayiya Silêman bike û va ye, yekî ji Silêman mezintir li vir e.
«Çaxê ku ruhê nepak ji mirov derdikeve, ew di cihên bêav re derbas dibe, ku li rihetiyê bigere, lê nabîne.
Hingê ew dibêje: ‹Ezê vegerim mala xwe ya ku ez jê derketime.› Îcar tê û dibîne ku ew vala, maliştî û xemilandî ye.
Hingê ew diçe, heft cinên din ên ji xwe hê xerabtir tîne ba xwe û dikevinê û li wê derê rûdinin. Êdî halê wî mirovî yê dawî ji yê pêşî xerabtir dibe. Wê weha bê ser vî nifşê xerab jî.»
Hê ku Îsa ji elaletê re dipeyivî, dê û birayên wî li derve rawestan, xwestin ku bi wî re bipeyivin.
Yekî jê re got: «Va ye, diya te û birayên te li derve ne û dixwazin ku bi te re bipeyivin.»
Îsa li wî vegerand û got: «Diya min kî ye û birayên min kî ne?»
Bi destê xwe şagirtên xwe nîşan da û got: «Va ne, diya min û birayên min.
Çimkî kî ku daxwaza Bavê min ê li ezmanan bike, birayê min, xwişka min û diya min ew e.»
Wê rojê Îsa ji mal derket û li perê golê rûnişt.
Elaleteke wisa mezin li dora wî civiya ku ew li qeyikekê siwar bû û rûnişt. Hingê tevahiya elaletê li qerax rawesta.
Îcar Îsa bi meselan ji wan re li ser gelek tiştan peyivî û got: «Cotkar derket ku tov biçîne.
Gava ku wî tov direşand, hinek jê ket tenişta rê, teyr hatin û ew xwarin.
Hinek ket ser erdê kevirî yê ku axa wî kêm bû û ji ber ku ax ne kûr bû, ew zû şîn bû.
Lê çaxê ku roj hilat ew kizirî û ji ber ku rayên wî tunebûn, hişk bû.
Hinekî din ket nav stiriyan, stirî mezin bûn û ew fetisandin.
Û hinek ket ser erdekî qenc, hinekan sed, hinekan şêst û hinekan jî sî qat ber dan.
Yê ku guhên wî hene bila bibihîze.»
Îcar şagirt hatin ba Îsa û jê pirsîn: «Tu çima bi wan re bi meselan dipeyivî?»
Wî li wan vegerand û got: «Zanîna sirên Padîşahiya Ezmanan ji we re hatiye dayîn, lê ji wan re nehatiye dayîn.
Çimkî bi kê re hebe, wê bêtir ji wî re bê dayîn û jê re zêde bibe. Lê bi kê re tunebe, tiştê ku pê re heye jî wê jê bê standin.
Ji ber vê yekê ez ji wan re bi meselan dibêjim: Ew dibînin, lê nabînin, ew dibihîzin, lê nabihîzin û fêm nakin.
Li ser wan, ev pêxemberîtiya Îşaya tê cih ku dibêje: ‹Hûn çiqas bibihîzin jî, hûn tu caran fêm nakin, Hûn çiqas bibînin jî, hûn tu caran tênagihîjin.
Çimkî dilê vî gelî hişk bûye, Guhên wan giran bûne Û wan çavên xwe girtine. Nebe ku ew bi çavên xwe bibînin Û bi guhên xwe bibihîzin Û bi dilê xwe fêm bikin Û vegerin ku ez wan qenc bikim.›
«Lê xwezî bi çavên we, çimkî ew dibînin; xwezî bi guhên we, çimkî ew dibihîzin.
Bi rastî ez ji we re dibêjim, gelek pêxember û mirovên rast, dixwestin van tiştên ku hûn dibînin bibînin, lê nedîtin. Dixwestin van tiştên ku hûn dibihîzin bibihîzin, lê nebihîstin.
«De îcar guhdariya mesela yê cotkar bikin:
Her kesê ku peyva li ser Padîşahiyê dibihîze û fêm nake, Yê Xerab tê û tiştê ku di dilê wî de hatiye çandin direvîne. Tovê ku ketiye tenişta rê ev e.
Ewê ku li ser erdê kevirî hatiye çandin jî, ew e ku peyvê dibihîze û di cih de bi şahî wê qebûl dike.
Lê ji ber ku rayê wî tune, tenê demeke kurt dimîne. Gava ku ji bo peyvê cefa û tengahiyê dikişîne, ew zû ji rê derdikeve.
Ewê ku di nav stiriyan de hatiye çandin jî, ew e ku peyvê dibihîze, lê xemên vê dinyayê û xapandina dewlemendiyê peyvê difetisînin û peyv bêber dimîne.
Lê ewê ku li erdê qenc hatiye çandin, ew e ku peyvê dibihîze û wê fêm dike. Ew jî ber dide. Hinek jê sed, hinek jê şêst, hinek jî sî qat ber dide.
Îsa meseleyeke din ji wan re got: «Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Zilamekî tovê qenc li erdê xwe çand.
Lê çaxê ku her kes di xew de bû, dijminê wî hat, di nav genim de zîwan çand û çû.
Çaxê ku genim gihîşt û ber da, hingê zîwan jî xuya bû.
Xulamên malxwê malê hatin û gotin: ‹Ezbenî, ma te tovê qenc di zeviya xwe de neçand? Îcar ev zîwan ji ku derê çêbû?›
Wî ji wan re got: ‹Dijminekî ev yek kiriye.› Xulaman jî jê pirsî: ‹Tu dixwazî ku em herin û wan aşêf bikin?›
Wî got: ‹Na, çimkî çaxê ku hûn aşêfa zîwanê bikin, dibe ku hûn genim jî pê re hilkin.
Bihêlin, bila herdu bi hev re mezin bibin, heta dema dirûnê. Wî çaxî ezê ji paleyan re bêjim: Pêşî zîwanê berhev bikin û ji bo şewitandinê bikin gurz, piştre genim berhev bikin û bînin bixin embara min.›»
Îsa meseleyeke din ji wan re got: «Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Zilamekî rahişt libeke xerdelê û ew di zeviya xwe de çand.
Ew liba ku ji hemû tovan biçûktir e, dîsa jî gava ku ew mezin dibe, ji pincaran mezintir e û dibe dar. Wisa ku teyrên ezmanan tên û li ser çiqilên wê bi cih dibin.»
Wî meseleyeke din jî ji wan re got: «Padîşahiya Ezmanan dimîne hevîrtirşkê ku jinekê ew hilda û xist nav sê çap ar, heta hemû tirş bû.»
Îsa ev tiştên ha hemû bi meselan ji elaletê re gotin û bê mesele wî tu tişt ji wan re nedigot.
Ev çêbû, da ku ew peyva ku bi devê pêxember hatibû gotin, bê cih: «Ezê bi meselan devê xwe vekim Û ezê tiştên ku ji damezrandina dinyayê vir ve veşartî mane eşkere bikim.»
Hingê Îsa elalet hişt û çû mal. Şagirtên wî hatin balê û jê re gotin: «Mana mesela zîwana zeviyê ji me re bêje.»
Wî bersîva wan da û got: «Yê ku tovê qenc diçîne Kurê Mirov e.
Zevî dinya ye û tovê qenc jî zarokên Padîşahiyê ne. Zîwan zarokên Yê Xerab in
û dijminê ku ew çandiye jî Îblîs e. Dirûn dawiya dinyayê ye û pale jî milyaket in.
Îcar çawa ku zîwan tê berhevkirin û di nav êgir de tê şewitandin, di dawiya dinyayê de jî wê wisa bibe.
Kurê Mirov wê milyaketên xwe bişîne û ewê her tiştên ku mirov ji rê derdixin û yên ku neheqiyê dikin ji Padîşahiya wî bicivînin.
Ewê wan bavêjin nav firna dadayî û li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.
Hingê yên rast wê di Padîşahiya Bavê xwe de wek rojê şewq bidin. Yê ku guhên wî hene bila bibihîze.
«Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Di nav zeviyekê de xezîneke veşartî hebû. Zilamekî ew dît, dîsa ew veşart, bi şahî çû, hemû hebûna xwe firot û ew zevî kirrî.
«Dîsa Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Bazirganek li durên spehî digeriya.
Gava ku wî durekî gelek giranbiha dît, çû hemû hebûna xwe firot û ew kirrî.
«Dîsa Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Tora ku her cûreyê masiyan dicivîne, tê avêtin nav deryayê.
Gava ku ew tije dibe, masîgir wê dikişînin qerêx. Hingê ew rûdinin, yên qenc dixin selikan û yên neqenc jî davêjin.
Di dawiya dinyayê de wê weha bibe. Milyaket wê bên û wê xeraban ji nav rastan veqetînin
û wan bavêjin firna dadayî. Li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.»
Îsa ji wan pirsî: «Ma we ev tiştên ha hemû fêm kirin?» Wan got: «Erê.»
Hingê wî ji wan re got: «Ji ber vê yekê her Şerîetzanê ku li ser Padîşahiya Ezmanan hatiye perwerdekirin, mîna malxwê malê ye ku ji xezîna xwe tiştên nû û kevin derdixe.»
Piştî ku Îsa ev mesele xilas kirin, ji wê derê veqetiya.
Ew hat bajarê xwe û wî xelk di kinîşta wan de hîn kir, wisa ku ew gelek şaş man û wan got: «Ev keramet û şehrezayiya wî ji ku derê ne?
Ma ev ne kurê xerat e? Ma navê diya wî ne Meryem e? Ma Aqûb, Ûsiv, Şimûn û Cihûda ne birayên wî ne?
Ma hemû xwişkên wî ne di nav me de ne? Vî mirovî ev hemû tişt ji ku derê anîn?»
Û bi vî awayî ew ji wî enirîn. Lê Îsa ji wan re got: «Pêxemberek ji bajarê xwe û ji mala xwe pê ve, li tu cihê din ne bê siyanet e.»
Û ji ber bêbaweriya wan wî li wê derê gelek keramet nekirin.
Di wî wextî de Mîr Hêrodês nav û dengê Îsa bihîst
û ji xulamên xwe re got: «Ev Yûhennayê imadkar e, ji nav miriyan rabûye. Ji ber vê yekê ev karên hêzdar bi destê wî tên kirin.»
Çimkî Hêrodês ji ber Hêrodiya jina birayê xwe Filîpos, Yûhenna girtibû û ew avêtibû zîndanê.
Ji ber ku Yûhenna ji wî re digot: «Nabe ku tu jinbira xwe bînî.»
Loma Hêrodês dixwest ku wî bikuje, lê ji xelkê ditirsiya. Çimkî wan ew pêxember hesab dikirin.
Îcar di rojbûyîna Hêrodês de keça Hêrodiyayê li ber vexwendiyan reqisî. Ev yek li Hêrodês gelek xweş hat
û wî soz da û sond xwar ku keçik her çi jê bixwaze, ewê bide wê.
Keçika ku ji aliyê diya xwe ve hatibû şîretkirin, ji Hêrodês re got: «Serê Yûhennayê imadkar, li vir li ser sêniyekê bide min.»
Padîşah xemgirtî bû, lê ji ber sonda xwe û ji ber ên ku bi wî re li ser sifrê rûniştibûn, wî emir kir ku daxwaza wê bê cih.
Wî şand û di zîndanê de serê Yûhennayê imadkar da jêkirin.
Serê wî li ser sêniyekê anîn û dan keçikê. Wê jî ew ji diya xwe re bir.
Hingê şagirtên Yûhenna hatin, cesedê wî birin û ew veşartin. Paşê çûn û ji Îsa re gotin.
Gava Îsa ev yek bihîst, ji wê derê bi serê xwe ket qeyikekê û xwe da cihekî bêpêjin. Lê gava elaletê ev yek bihîst, bi peyatî ji bajaran li pey wî çûn.
Çaxê Îsa derket bejê, wî elaleteke mezin dît û dilê wî bi wan şewitî û nexweşên wan qenc kirin.
Dema ku bû êvar, şagirtên wî hatin ba wî û jê re gotin: «Ev der cihekî bêpêjin e û wext jî êdî dereng e. Destûra elaletê bide, da ku herin gundan û ji xwe re xwarinê bikirrin.»
Lê Îsa ji wan re got: «Ne hewce ye ku ew herin. Hûn xwarinê bidin wan!»
Şagirtan bersîv da û gotin: «Li vir bi tenê pênc nan û du masiyên me hene.»
Wî got: «Wan bînin vir ba min.»
Û wî emir li hemû elaletê kir ku li ser giyê rûnin. Hingê wî her pênc nan û herdu masî hildan, li ezmên nêrî, şikir kir û nan şikandin. Wî ew dan şagirtên xwe û şagirtan jî ew li xelkê belav kirin.
Hemûyan xwar û têr bûn. Wan diwanzdeh selik pariyên ku zêde mabûn dan hev.
Hejmara yên ku xwarin, ji bilî jin û zarokan, li dora pênc hezar mêr bû.
Gava ku Îsa elalet verê dikir, wî zû pêştûrî li şagirtên xwe kir ku ew li qeyikê siwar bibin û ji beriya wî derbasî aliyê din ê golê bibin.
Piştî ku wî elalet verê kir, hingê bi serê xwe hilkişiya çiyê, da ku dua bike. Dema ku bû êvar, ew li wir bi tenê bû.
Di wê navê de qeyik ji bejê gelek dûr ketibû û ber pêlan diket, çimkî ba ji hember wan ve dihat.
Nêzîkî berbanga sibehê Îsa li ser golê rêve çû û nêzîkî şagirtan bû.
Gava wan dît ku ew li ser golê rêve diçe, bizdiyan û ji tirsan kirin qîrîn û gotin: «Ev xeyalet e!»
Lê Îsa di cih de bi wan re peyivî û got: «Bi zirav bin! Ez im. Netirsin!»
Petrûs lê vegerand û got: «Ya Xudan, eger tu yî, emir bide ku ez li ser avê bêm ba te.»
Wî got: «Were!» Hingê Petrûs jî ji qeyikê peya bû, li ser avê rêve çû û ber bi Îsa ve hat.
Lê çaxê dît ku bager xurt bû, tirsiya û xewirî nav avê, qîriya û got: «Ya Xudan, min xilas bike!»
Îsa di cih de destê xwe dirêj kir, ew girt û jê re got: «Ey kêmîmano! Tu çima dudilî bûyî?»
Dema ku ew hilkişiyan qeyikê, ba rawesta.
Hingê yên ku di qeyikê de bûn, perizîn wî û gotin: «Bi rastî tu Kurê Xwedê yî.»
Gava ew derbasî aliyê din bûn, ketin bejê û hatin bajarê Cênîsartê.
Çaxê mirovên wî cihî Îsa nas kirin, wan xeber şand wan der û doran û xelkê hemû nexweşên xwe anîn ba wî
û ji bo ku destê xwe li rêşiyên kirasê wî bidin lava dikirin. Hemû yên ku destê xwe lê dan qenc bûn.
Hingê ji Orşelîmê hinek Fêrisî û Şerîetzan hatin ba Îsa û jê pirsîn:
«Ma çima şagirtên te adetên bav û kalan dişikênin? Beriya xwarinê ew destên xwe naşon!»
Îsa li wan vegerand û got: «Îcar hûn jî çima ji bo adetên xwe emrê Xwedê dişikênin?
Çimkî Xwedê gotiye: ‹Qedrê dê û bavê xwe bigire› û ‹Yê ku tiştê xerab ji dê û bavê xwe re bêje, divê bê kuştin.›
Lê hûn dibêjin: ‹Eger yek ji dê an jî ji bavê xwe re bêje: Ew alîkariya ku wê ji min bigihîşta te, ji Xwedê re hatiye dayîn,
êdî ew ne mecbûr e ku qedrê bavê xwe bigire.› Bi vî awayî we ji bo adetên xwe peyva Xwedê rakir.
Hey durûno! Îşaya li ser we rast pêxemberîtî kiriye:
‹Ev gel bi devê xwe rûmetê dide min Lê dilê wan ji min dûr e.
Bi pûçîtî diperizin min, Di hîndariya xwe de, Emrên mirovan hîn dikin.› »
Îsa elalet gazî ba xwe kir û ji wan re got: «Guh bidinê û fêm bikin.
Tiştê ku di dev re diçe hundirê mirov, wî murdar neke, lê tiştê ji dev dertê, ew mirov murdar dike.»
Hingê şagirt nêzîkî wî bûn û jê pirsîn: «Ma tu dizanî gava ku Fêrisiyan ev bihîst, enirîn?»
Îsa li wan vegerand: «Her şitilê ku Bavê min ê li ezmanan neçandiye, ewê ji ra ve bê rakirin.
Dev ji wan berdin! Ew kor in, rêberên koran in. Eger kor rêberiya yê kor bike, herdu jî wê bikevin çalê.»
Hingê Petrûs jê re got: «Mana vê meselê ji me re bêje.»
Îsa ji wan pirsî: «Ma hûn jî hê fêmkor in?
Ma hûn fêm nakin her tiştê ku dikeve dev, diçe zik û ji wê derê dertê derve?
Lê tiştên ku ji dev derdikevin, ji dil tên û ew mirov murdar dikin.
Çimkî fikrên xerab, kuştin, zîna, fuhûşî, dizî, şahidiya derewîn û çêr ji dil dertên.
Tiştên ku mirov murdar dikin ev in, lê xwarina bi destê neşuştî mirov murdar nake.»
Îsa ji wê derê derket û xwe da aliyê herêma Sûr û Saydayê.
Jineke Kenanî ya ku ji wê herêmê bû hat ba wî, gazî kir û got: «Ya Xudan, Kurê Dawid, li min were rehmê! Keça min ji destê cinan êşeke mezin dikişîne.»
Lê wî tu peyv jê re negot. Hingê şagirtên wî nêzîkî wî bûn û hêvî kirin: «Wê bişîne bila here, çimkî li pey me tê, dike qîrîn.»
Îsa bersîv da û got: «Ez tenê ji bo miyên windabûyî yên mala Îsraêl hatime şandin.»
Lê jinik nêzîk bû, xwe avêt lingên wî û got: «Ya Xudan, alîkariya min bike!»
Wî lê vegerand û got: «Ne rast e ku mirov nanê zarokan bistîne û bavêje ber kûçikan.»
Wê got: «Erê ya Xudan, lê kûçik jî hûrikên ku ji ber xwediyên wan dikevin erdê, dixwin.»
Hingê Îsa got: «Ya sitiyê, baweriya te xurt e! Bila wek ku tu dixwazî ji te re bibe.» Ji wê gavê ve keça wê qenc bû.
Îsa ji wê derê derket û hat ber Gola Celîlê. Ew hilkişiya çiyayekî û li wir rûnişt.
Elaleteke mezin hat ba wî. Bi xwe re şil û şeht, kor, seqet, kerr û lal û gelek nexweşên din anîn û ew li ber lingên wî dirêj kirin û wî ew qenc kirin.
Gava ku elaletê dît lal dipeyivin, seqet sax dibin, şil û şeht rêve diçin û kor dibînin, şaş man û pesnê Xwedayê Îsraêl dan.
Îsa şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û got: «Dilê min bi vê elaletê dişewite, ev sê roj e ku ew bi min re ne û tiştekî wan tune ku ew bixwin. Ez naxwazim ku wan birçî bişînim, da ku di rê de dilê wan nebihûre!»
Hingê şagirtên wî bersîv dan: «Li vê çolê emê ji ku derê evqas nan bînin ku vê elaletê têr bikin?»
Îsa ji wan pirsî: «Ma çend nanên we hene?» Wan got: «Heft nan û çend masiyên me yên biçûk hene.»
Wî li elaletê emir kir ku li erdê rûnin.
Hingê wî heft nan û masî hildan, şikir kir, ew şikandin, dan şagirtan û wan jî dan elaletê.
Hemûyan xwar û ew têr bûn. Piştre wan heft selik pariyên bermayî dan hev.
Hejmara yên ku xwaribûn jî, ji bilî jin û zarokan çar hezar mêr bû.
Piştî ku Îsa elalet verê kir, li qeyikê siwar bû û çû herêma Megedanê.
Hingê Fêrisî û Sadûqî hatin ba Îsa û ji bo ku wî biceribînin, jê xwestin ku ji ezmên nîşanekê raberî wan bike.
Wî li wan vegerand û got: «Gava ku dibe êvar, hûn dibêjin ‹Hewa wê xweş be, çimkî ezman sor e!›
Îcar serê sibê hûn dibêjin: ‹Îro hewa wê nexweş be, çimkî ezman sor e û ewr belek in.› Hûn li ezmên dinêrin û dizanin ku hewa wê çawa be; ma hûn nîşanên deman fêm nakin?
Nifşê xerab û zînakar li nîşanekê digere, lê ji nîşana Ûnis pêxember pê ve, nîşanek jê re nayê dayîn.» Îsa ew hiştin û çû.
Gava ku şagirt derbasî aliyê din ê golê bûn, ji bîr kirin ku bi xwe re nên bibin.
Îsa ji wan re got: «Hay ji xwe hebin û xwe ji hevîrtirşkê Fêrisî û Sadûqiyan biparêzin.»
Şagirt di nav xwe de peyivîn û gotin: «Ji ber ku me nan bi xwe re neaniye weha dibêje.»
Îsa dizanibû ku ew çi dibêjin, îcar wî got: «Ey kêmîmanno! Ji ber ku nanê we tune hûn çima di nav xwe de dipeyivin?
Ma hûn hê jî fêm nakin? Ma nayê bîra we ku çawa pênc nanan pênc hezar mirov têr kirin û we çend selik dan hev?
Û çawa heft nanan çar hezar mirov têr kirin û we çend selik jî dan hev?
Ma çawa hûn fêm nakin ku ez ne li ser nên ji we re dibêjim? Lê li hember hevîrtirşkê Fêrisî û Sadûqiyan hay ji xwe hebin.»
Hingê wan fêm kir ku ew nabêje li hember hevîrtirşkê nên hay ji xwe hebin, lê ji hînkirina Fêrisî û Sadûqiyan xwe biparêzin.
Gava Îsa hat herêma Qeyseriya Filîpos, wî ji şagirtên xwe pirsî: «Li gor gotina xelkê Kurê Mirov kî ye?»
Wan lê vegerand û gotin: «Hinek dibêjin Yûhennayê imadkar, hinek dibêjin Êlyas û hinekên din jî dibêjin Yêremya an jî yek ji pêxemberan e.»
Îsa ji wan re got: «Lê hûn çi dibêjin? Bi ya we ez kî me?»
Şimûn-Petrûs bersîv da û got: «Tu Mesîh î, Kurê wî Xwedayê jîndar î.»
Îsa lê vegerand û got: «Xwezî bi te, ey Şimûnê kurê Ûnis, çimkî yê ku ev ji te re vekiriye ne xwîn û goşt e, lê Bavê min ê li ezmanan e.
Û ez ji te re dibêjim: Tu Petrûs î û ezê li ser vê latê Civîna xwe ava bikim. Hêza diyarê miriyan nikare wê bindest bike.
Ezê mifta Padîşahiya Ezmanan bidim te, tu her çi li ser erdê girêdî, ewê li ezmanan jî bê girêdan û tu her çi li ser erdê vekî, ewê li ezmanan jî bê vekirin.»
Hingê wî li şagirtên xwe emir kir ku ji kesî re nebêjin ew Mesîh e.
Ji hingê ve Îsa dest pê kir nîşanî şagirtên xwe da, ku divê ew here Orşelîmê û ji destê rihspî, serekên kahînan û Şerîetzanan gelek cefayê bikişîne, bê kuştin û roja sisiyan rabe.
Petrûs ew kişand aliyekî, lê hilat û got: «Ev ji te dûr be, ya Xudan! Ev tişt tu caran bi te nayê!»
Lê Îsa zivirî û ji Petrûs re got: «Xwe bide pey min, Îblîs! Tu ji min re dibî asteng; çimkî tu ne tiştên xwedayî, lê tiştên mirovî difikirî.»
Hingê Îsa ji şagirtên xwe re got: «Eger yek bixwaze li pey min bê, bila xwe înkar bike, rahêje xaça xwe û li pey min bê.
Çimkî kî ku bixwaze jiyana xwe xilas bike, ewê wê winda bike; lê kî ku jiyana xwe di ber min de winda bike, ewê wê bibîne.
Mirovek hemû dinyayê bi dest bixe jî, lê jiyana xwe winda bike, çi feyda wî heye? An dikare çi di ber jiyana xwe de bide?
Çimkî Kurê Mirov wê bi rûmeta Bavê xwe ve, tevî milyaketên xwe bê û hingê wê li gor kirinên her kesî bide wî.
Bi rastî ez ji we re dibêjim, hin ji van kesên ku li vir radiwestin, heta ku nebînin Kurê Mirov di Padîşahiya xwe de tê, ew mirinê qet tam nakin.»
Piştî şeş rojan Îsa Petrûs, Aqûb û birayê wî Yûhenna bi xwe re birin û ew bi serê xwe derxistin çiyayekî bilind.
Li wir, li ber wan dîtina wî hat guhertin. Rûyê wî wek rojê şewq da û cilên wî wek ronahiyê çîlspî bûn.
Ji nişkê ve Mûsa û Êlyas li wan xuya bûn û bi Îsa re peyivîn.
Petrûs ji Îsa re got: «Ya Xudan, qenc e ku em li vir in! Eger tu bixwazî, ezê li vir sê holikan çêkim. Yekê ji te re, yekê ji Mûsa re û yekê jî ji Êlyas re.»
Hê ew dipeyivî, ewrekî ronahîdar li ser wan kir sî û dengek ji ewr hat û got: «Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e. Guhdariya wî bikin!»
Gava şagirtan ev bihîst, ji tirsan deverû ketin erdê.
Lê Îsa hat, destê xwe li wan da û got: «Rabin, netirsin!»
Gava şagirtan çavên xwe hildan, wan ji Îsa pê ve tu kesî din nedît.
Çaxê ji çiyê dihatin xwarê, Îsa li wan emir kir û got: «Heta ku Kurê Mirov ji nav miriyan ranebe, tiştên ku we dîtin, ji kesî re nebêjin.»
Şagirtan ji wî pirsî û gotin: «Nexwe çima Şerîetzan dibêjin, divê pêşî Êlyas bê?»
Îsa li wan vegerand û got: «Bi rastî, Êlyas tê û her tiştî sererast dike.
Lê ez ji we re dibêjim, ji xwe Êlyas hatiye û wan ew nas nekir. Lê çi ku dilê wan xwest bi wî kirin. Bi vî awayî wê Kurê Mirov jî ji destê wan cefayê bikişîne.»
Hingê şagirtan fêm kir ku ew ji wan re li ser Yûhennayê imadkar dibêje.
Çaxê hatin ba elaletê, mirovek nêzîkî Îsa bû, li ber wî çû ser çokan
û got: «Ya Xudan, li kurê min were rehmê! Bi atiyê dikeve û êşeke mezin dikişîne. Ew gelek caran dikeve nav êgir û nav avê.
Min ew anî ba şagirtên te, lê wan nikaribû wî qenc bikin.»
Îsa bersîv da û got: «Hey nifşê bêbawer û jirêderketî! Ezê heta kengê bi we re bim, heta kengê ezê li we sebir bikim? Wî bînin vir ba min.»
Îsa li cin hilat û ew jê derket. Ji wê gavê ve kurik qenc bû.
Hingê şagirt bi serê xwe hatin ba Îsa û jê pirsîn: «Çima me nikaribû em cin derxin?»
Wî li wan vegerand: «Ji ber ku baweriya we kêm e. Bi rastî ez ji we re dibêjim, eger wek liba xerdelê baweriya we hebe, hûn ji vî çiyayî re bêjin: ‹Ji vir here wir›, ewê here. Tu tişt tune ku ji bo we çênebe.»
Gava ku ew bi hev re li Celîlê bûn, Îsa ji wan re got: «Hindik maye ku Kurê Mirov bidin destê mirovan.
Ewê wî bikujin û roja sisiyan ewê rabe.» Şagirt bi vê yekê gelek xemgîn bûn.
Çaxê ew gihîştin Kefernahûmê, bacgir hatin ba Petrûs û jê pirsîn: «Ma Mamosteyê we baca Perestgehê nade?»
Wî got: «Belê.» Dema Petrûs hat malê, pêşî Îsa ji wî re got: «Tu çawa dibînî, Şimûn? Padîşahên dinyayê bac û bêşê ji kê distînin? Ma ji kurên xwe an ji yên biyanî?»
Petrûs got: «Ji yên biyanî.» Hingê Îsa ji wî re got: «Nexwe kur serbest in.
Lê ji bo ku em dilê wan nehêlin, tu here golê û şewkê xwe bavêje. Masiyê ku pêşî hat, bigire, devê wî veke, tê zîvekî mezin bibînî. Wî bibe, ji bo min û ji bo xwe bide wan.»
Wê gavê şagirt hatin ba Îsa û jê pirsîn: «Di Padîşahiya Ezmanan de yê herî mezin kî ye?»
Wî gazî zarokekî kir, di nav wan de da rawestandin
û got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ku hûn venegirin û nebin wek zarokan, hûn tu caran nakevin Padîşahiya Ezmanan.
Loma, kî xwe wek vî zarokî nizim bike, di Padîşahiya Ezmanan de yê herî mezin ew e.
Û kî ku zarokekî weha bi navê min qebûl bike, ew min qebûl dike.
Lê kî ku yekî ji van biçûkên ku bawerî bi min anîne ji rê derxe, ji bo wî çêtir e ku beraşekî mezin bi stûyê wî ve bê daleqandin û bikeve binê deryayê.
«Ji ber tiştên ku mirov ji rê derxin, wey li serê dinyayê! Nabe ku ev sedem neyên, lê belê wey li wî mirovê ku ew sedem bi destê wî bên.
Eger destê te an lingê te, te bixe guneh, wî jêke û ji xwe bavêje. Ji bo te çêtir e ku tu bê dest an bê ling bikevî jiyanê, ne ku tu bi herdu dest û bi herdu lingên xwe ve bêyî avêtin nav agirê herheyî.
Û eger çavê te, te bixe guneh, wî derxe û ji xwe bavêje. Ji bo te çêtir e ku tu bi çavekî bikevî jiyanê, ne ku bi herdu çavan ve tu bêyî avêtin nav agirê dojehê.
«Hay jê hebin, yekî ji van biçûkan kêm nebînin. Çimkî ez ji we re dibêjim ku milyaketên wan li ezmanan hergav li rûyê Bavê min ê li ezmanan dinêrin.
«Gelo hûn çawa dibînin? Eger sed miyên mirovekî hebin û yek ji wan riya xwe winda bike, ma ew not û nehan li çiyê nahêle û naçe li ya windabûyî nagere?
Û eger wê bibîne, bi rastî ez ji we re dibêjim, ewê ji wan not û nehên ku riya xwe winda nekirine bêtir bi wê şa bibe.
Bi vî awayî Bavê we yê li ezmanan jî naxwaze ku yek ji van biçûkan winda bibe.
«Eger birayê te li hember te guneh bike, here û gava ku hûn herdu bi tenê ne, sûcê wî nîşanî wî bide. Eger ew guhdariya te bike, te birayê xwe kar kir.
Lê eger ew guhdariya te neke, kesek an du kesên din jî bi xwe re bibe, ‹da ku her gotin bi devê dido an sê şahidan rast derkeve.›
Lê eger ew nexwaze guhdariya wan jî bike, ji civîna bawermendan re bêje. Îcar, eger ew nexwaze guhdariya civîna bawermendan jî bike, bila êdî ew ji bo te bibe wek yekî pûtperest û bacgir.
«Bi rastî ez ji we re dibêjim, hûn çi li ser rûyê erdê girêdin, ewê li ezmên jî bê girêdan. Û hûn çi li ser rûyê erdê vekin, ewê li ezmên jî bê vekirin.
Careke din bi rastî ez ji we re dibêjim, eger dido ji we li ser rûyê erdê, li ser her tiştê ku bixwazin, bibin yek, ewê ji aliyê Bavê min ê li ezmanan ve ji wan re çêbe.
Çimkî li ku derê dido an sisê bi navê min bên ba hev, li wir ez jî di nav wan de me.»
Hingê Petrûs hat ba Îsa û jê re got: «Ya Xudan, gava ku birayê min li hember min guneh bike, divê ez çend caran li wî bibihûrim? Ma heta heft caran?»
Îsa bersîva wî da: «Ez ji te re dibêjim, ne heta heft caran, lê heta heftê caran heft.
Çimkî Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Padîşahek hebû ku xwest bi xulamên xwe re li hesab binêre.
Gava ku padîşah dest bi hesab kir, yekî ku bi deh hezar telant deyndarê wî bû, anîn ba wî.
Ji ber ku nikaribû deynê xwe bide, axayê wî emir kir ku ew, jina wî, zarokên wî û hemû malê wî bên firotin û deynê wî bê dayîn.
Xulam xwe avêt ber lingên wî, jê lava kir û got: ‹Li min sebir bike, ezê hemû deynê xwe bidim.›
Dilê axa bi wî şewitî, ew berda û li deynê wî jî bihûrt.
«Lê gava ku xulam derket derve, wî hevalekî xwe yê xulam dît ku bi sed zîvî deyndarê wî bû. Wî destê xwe avêt qirika wî û got: ‹Deynê min ê ku li te ye bide.›
Hevalê wî yê xulam xwe avêt ber lingên wî û jê lava kir û got: ‹Li min sebir bike, ezê deynê xwe bidim.›
Lê wî nexwest, çû û ew avêt zîndanê heta ku wî deynê xwe bide.
«Gava ku hevalên wî yên xulam ev yek dîtin, gelek xemgirtî bûn, rabûn çûn ba axayê xwe û hemû tiştên bûyî jê re gotin.
Hingê axa xulam gazî ba xwe kir û jê re got: ‹Hey xulamê xerab! Ji ber ku te ji min lava kir, ez li hemû deynê te bihûrîm.
Wek ku ez li te hatim rehmê, ma ne diviya ku tu jî li hevalê xwe yê xulam bihatayî rehmê?›
Axayê wî hêrs bû û ew da destê cefakeran, heta ku ew hemû deynê xwe bide.
«Eger her yek ji we ji dil li birayê xwe nebihûre, Bavê min ê li ezmên jî wê bi vî awayî li we bike.»
Gava ku Îsa gotina xwe xilas kir, hingê ji Celîlê derket û derbasî herêma Cihûstanê ya aliyê din ê Çemê Urdunê bû.
Elaleteke mezin li pey wî çû û wî ew li wir qenc kirin.
Hinek ji Fêrisiyan ji bo ku wî biceribînin nêzîkî wî bûn û jê pirsîn: «Ma dibe ku bi her sedemî mêr jina xwe berde?»
Îsa bersîva wan da û got: «Ma we nexwendiye ku Afirandar di destpêkê de ew ‹nêr û mê afirandin›
û got: ‹Ji ber vê yekê mêr wê dê û bavê xwe berde, bi jina xwe re bibe yek û herdu jî wê bibin bedenek.›
Wisa ku êdî ew ne dido ne, lê bedenek in. Ji ber vê yekê yên ku Xwedê ew kirine yek, bila mirov wan ji hevdû veneqetînin.»
Hingê Fêrisiyan pirsî: «Nexwe çima Mûsa emir kir ku mêr ‹kaxeza jinberdanê bide jina xwe û wê berde?› »
Îsa li wan vegerand û got: «Ji ber serhişkiya we Mûsa destûr da we ku hûn jinên xwe berdin. Lê di destpêkê de ne weha bû.
Ez ji we re dibêjim, kî ku ji zînayê pê ve bi sedemekî din jina xwe berde û yeke din bîne, zînayê dike.»
Şagirtên wî jê re gotin: «Eger rewşa navbera jin û mêr bi vî awayî ye, çêtir e ku nezewicin.»
Wî ji wan re got: «Her kes nikare vê gotinê qebûl bike, bi tenê yên ku ji wan re hatiye dayîn dikarin qebûl bikin.
Çimkî hin hene ji zikmakî ve nemêr in, hin hene ji aliyê mirovan ve tên nemêrkirin û hin jî hene ku di ber Padîşahiya Ezmanan de xwe nemêr dikin. Yê ku dikare vê qebûl bike, bila qebûl bike.»
Hingê zarok anîn ba Îsa, da ku destên xwe deyne ser wan û ji bo wan dua bike. Îcar şagirtan li yên ku ew anîn hilat.
Lê Îsa got: «Bihêlin, bila zarok bên ba min û pêşiya wan negirin, çimkî Padîşahiya Ezmanan ji yên weha re ye.»
Û wî destên xwe danîn ser wan û ji wê derê çû.
Îcar mirovek nêzîkî Îsa bû û jê pirsî: «Mamoste, divê ez çi qenciyê bikim, da ku ez jiyana herheyî bi dest bixim?»
Îsa lê vegerand û got: «Tu çima li ser qenciyê ji min dipirsî? Bi tenê Yek heye ku qenc e. Lê eger tu dixwazî bikevî jiyanê, emran bîne cih.»
Yê xort jê pirsî: «Kîjanan?» Îsa lê vegerand: «‹Nekuje!›, ‹Zînayê neke!›, ‹Nedize!›, ‹Şahidiya derewîn neke!›,
‹Qedrê dê û bavê xwe bigire!› û ‹Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike!› »
Yê xort jê re got: «Min ev tişt hemû pêk anîne. Hê çi kêmahiya min heye?»
Îsa bersîva wî da: «Eger tu dixwazî bêkêmahî bî, here, her tiştê xwe bifiroşe û li belengazan belav bike. Hingê wê li ezmanan xezîna te hebe. Û were, bikeve pey min.»
Gava ku yê xort ev peyv bihîst bi xemgînî çû, çimkî gelek mal û milkê wî hebû.
Hingê Îsa ji şagirtên xwe re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, ji bo mirovê dewlemend ketina Padîşahiya Ezmanan zehmet e.
Dîsa ez ji we re dibêjim, derbasbûna devê ya di qula derziyê re, ji ketina mirovê dewlemend a Padîşahiya Xwedê hêsanîtir e.»
Gava ku şagirtan ev bihîst, gelek şaş man û wan pirsî: «Eger wisa ye, kî dikare xilas bibe?»
Îsa li wan nêrî û got: «Li ba mirovan ev nabe, lê li ba Xwedê her tişt dibe.»
Hingê Petrûs li Îsa vegerand û got: «Va ye, me her tişt hiştine û em li pey te hatine. Îcar wê ji bo me çi hebe?»
Wî ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, di nûbûna hemû tiştan de, çaxê ku Kurê Mirov li ser textê xwe yê rûmetê rûne, hûn ên ku li pey min hatine jî hûnê li ser diwanzdeh textan rûnin û dîwana diwanzdeh eşîrên Îsraêl bikin.
Her kesê ku di ber navê min de dev ji mal, an xwişk, an bira, an dê an bav, an zarok an zeviyên xwe berdaye, wê sed qatî li wan bistîne û jiyana herheyî par bistîne.
Lê gelek ên pêşî wê bibin ên paşî û yên paşî wê bibin ên pêşî.»
«Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Malxwêyekî malê hebû, ku serê sibê zû derket, da ku ji bo rezê xwe paleyan bigire.
Ew ji bo rojê bi zîvekî bi paleyan re li hev hat û ew şandin nav rezê xwe.
«Saet li dora nehan ew derket û li meydana sûkê hin kesên din dîtin, ku betal radiwestan.
Wî ji wan re got: ‹Hûn jî herin di rezê min de bixebitin û heqê we çi be, ezê bidim.›
Ew jî rabûn û çûn. Dîsa ew li dora nîvro û saet sisiyan derket û eynî tişt kirin.
Saet li dora pêncan jî derket, hinekên din jî dîtin ku betal radiwestan. Wî ji wan re got: ‹Çima hûn tevahiya rojê li vir disekinin û tiştekî nakin?›
Wan bersîv da: ‹Çimkî tu kesî em bi paleyî negirtin.› Wî ji wan re got: ‹Hûn jî herin nav rêz.›
«Gava ku bû êvar, xwediyê rêz ji serkarê xwe re got: ‹Gazî paleyan bike û ji yên paşî dest pê bike heta yên pêşî heqê hemûyan bide.›
Paleyên ku piştî nîvro li dora saet pêncan hatibûn girtin, hatin û her yekî zîvek stand.
Îcar gava ku yên pêşî hatin, wan guman kir ku wê bêtir bistînin. Lê her yekî ji wan jî zîvek stand.
Çaxê ku perê xwe standin, dest pê kirin, li hember malxwê malê kirin pitepit
û gotin: ‹Evên ku paşiyê hatin, tenê saetekê xebitîn, lê te em ên ku hemû giraniya rojê û germiya wê kişandin, bi wan re yek girtin.›
Lê malxwê malê ji yekî ji wan re got: ‹Heval, ez neheqiyê li te nakim. Ma tu bi min re bi zîvekî li hev nehatî?
Rahêje heqê xwe û here. Ez dixwazim bi qasî ku min da te, bidim ê paşî jî.
Ma heqê min tune ku ez çi bixwazim, ez bi malê xwe bikim? An tu çavnebariya camêriya min dikî?›
«Bi vî awayî yên paşî wê bibin ên pêşî û yên pêşî wê bibin ên paşî.»
Gava ku Îsa hildikişiya Orşelîmê, wî diwanzdeh şagirtên xwe dan aliyekî û di rê de ji wan re got:
«Va ye, em hildikişin Orşelîmê. Kurê Mirov wê bê dayîn destê serekên kahînan û Şerîetzanan. Ewê cezayê mirinê li ser wî bidin
û wî bidin destê miletan, da ku tinazên xwe bi wî bikin, bidin ber qamçiyan û wî xaç bikin. Û roja sisiyan ewê ji nav miriyan rabe.»
Hingê diya kurên Zebedî bi kurên xwe re nêzîkî Îsa bû, li ber wî çû ser çokan û ji wî xwest ku tiştekî ji bo wê bike.
Îsa ji wê pirsî: «Tu çi dixwazî?» Wê jî got: «Emir bike ku ev herdu kurên min, di Padîşahiya te de yek li milê te yê rastê, yê din li milê te yê çepê rûne.»
Îsa bersîv da û got: «Hûn nizanin ku hûn çi dixwazin. Ma hûn dikarin wê kasa tehl a ku ezê vexwim, vexwin?» Wan got: «Em dikarin.»
Îsa ji wan re got: «Bi rastî hûnê ji kasa min vexwin, lê rûnandina li milê min ê rastê û çepê ne di destê min de ye. Ev ji bo wan e ku ji aliyê Bavê min ve ji wan re hatiye amadekirin.»
Gava her deh şagirtan ev yek bihîst, li herdu birayan hêrs bûn.
Lê Îsa ew gazî ba xwe kirin û got: «Hûn dizanin ku serekên miletan serdestiyê li wan dikin û giregirên wan jî hukumdariya xwe li ser wan dikin.
Lê di nav we de wê ne weha be. Di nav we de, kî ku bixwaze bibe yê mezin, divê bibe xizmetkarê we.
Û di nav we de kî ku bixwaze bibe yê pêşî, divê bibe xulamê we.
Çawa ku Kurê Mirov jî nehatiye ku jê re xizmet bê kirin, lê hatiye ku xizmetê bike û di ber gelekan de canê xwe berdêl bide.»
Çaxê ku ew ji bajarê Erîhayê derdiketin, elaleteke mezin li pey Îsa çû.
Du mirovên kor li tenişta rê rûdiniştin. Gava bihîstin ku Îsa di wê derê re derbas dibe, qîriyan û gotin: «Ya Xudan, Kurê Dawid, li me were rehmê!»
Elaletê li wan hilat, da ku dengê xwe bibirin, lê ew bêtir qîriyan û gotin: «Ya Xudan, Kurê Dawid, li me were rehmê!»
Îsa rawesta, gazî wan kir û got: «Hûn çi dixwazin ku ez ji bo we bikim?»
Wan bersîv da û got: «Ya Xudan, bila çavên me bibînin.»
Dilê wî bi wan şewitî û destê xwe danî ser çavên wan. Di cih de çavên wan vebûn û li pey Îsa çûn.
Gava ku ew nêzîkî Orşelîmê bûn û hatin Beytfacê li ba Çiyayê Zeytûnê, Îsa du şagirtên xwe şandin û
ji wan re got: «Herin gundê pêşberî xwe, hema hûnê li wir kereke girêdayî ya bi dehşik bibînin. Wan vekin û ji min re bînin.
Eger kesek tiştekî ji we re bêje, jê re bêjin: ‹Ew ji Xudan re lazim in û ewê zû wan bi şûn de bişîne.›»
Ev wisa çêbû, da ku ew peyva ku bi devê pêxember hatibû gotin, bê cih:
«Ji keç û kurên Siyonê re bêjin: ‹Va ye, Padîşahê te Bi nefsbiçûkî li kerê siwarbûyî, Li dehşikê, yanî li dehşikê kerê siwarbûyî tê ba te.› »
Şagirt çûn û wek ku Îsa ji wan re gotibû kirin.
Wan ker û dehşik anîn, cilên xwe danîn ser wan û Îsa siwar bû.
Elaleteke mezin cilên xwe li ser rê raxistin. Hinekên din jî ji daran çiqil birrîn û avêtin ser rê.
Elaleta ku li pêşiya wî diçû û yên ku li pey dihatin weha diqîriyan û digotin: «Hosanna ji Kurê Dawid re! Yê ku bi navê Xudan tê pîroz be! Li bilindahiyên herî jorîn Hosanna!»
Gava Îsa ket Orşelîmê, tevahiya bajêr hejiya û gotin: «Ev kî ye?»
Elaletê got: «Ev Îsa pêxember e! Ji bajarê Nisreta Celîlê ye.»
Îsa ket Perestgehê û hemû yên ku li wê derê kirrîn û firotin dikirin, avêtin derve. Maseyên pereguhêran û kursiyên kevokfiroşan gêr kirin.
Wî ji wan re got: «Hatiye nivîsîn: ‹Wê ji mala min re mala duayê bê gotin.› Lê hûn wê dikin ‹şkefta rêbiran›.»
Li Perestgehê, kor û şil û şeht anîn ba wî û wî ew qenc kirin.
Lê gava ku serekên kahînan û Şerîetzanan karên nedîtî yên ku Îsa dikirin dîtin û dengê zarokan bihîstin ên ku di Perestgehê de digotin: «Hosanna ji Kurê Dawid re!», hêrs bûn
û gotin: «Ma tu nabihîzî ku ev zarok çi dibêjin?» Îsa li wan vegerand û got: «Belê, ma we ev qet nexwendiye: ‹Te ji devê zarokên biçûk û yên li ber şîr şikir deranî.› »
Wî ew li wir hiştin û ji bajêr derket, çû Beytanyayê û şev li wir bihûrand.
Serê sibê çaxê ku Îsa vedigeriya bajêr ew birçî bû.
Li kêleka rê dareke hêjîrê dît û nêzîkî wê bû, lê ji pelan pê ve tiştek bi wê ve nedît. Hingê wî ji darê re got: «Bila careke din êdî tu caran tu ber nedî!» Dara hêjîrê di cih de hişk bû.
Gava ku şagirtan ev yek dît, şaş man û gotin: «Ma dara hêjîrê çawa di cih de hişk bû?»
Îsa li wan vegerand û got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, eger baweriya we hebe û hûn nekevin şikê, hûn ne bi tenê dikarin tiştê ku bi vê dara hêjîrê bûye bikin, lê eger hûn ji vî çiyayî re bêjin: ‹Ji cihê xwe rabe û xwe bavêje deryayê› wê bibe.
Eger baweriya we hebe, hûn bi dua çi bixwazin hûnê bistînin.»
Îsa ketibû Perestgehê û hîn dikir, hingê serekên kahînan û rihspiyên gel hatin ba wî û jê pirsîn: «Tu bi kîjan desthilatiyê van tiştan dikî? Û kê ev desthilatî daye te?»
Îsa li wan vegerand û got: «Ez jî, ezê pirsekê ji we bikim. Eger hûn bersîva min bidin, ezê ji we re bêjim ka ez bi kîjan desthilatiyê van tiştan dikim:
Imadkirina Yûhenna ji ku derê bû? Ma ew ji ezmên bû an ji mirovan?» Ew di nav xwe de şêwirîn û gotin: «Eger em bêjin: ‹Ji ezmên e›, hingê ewê bêje: ‹Nexwe we çima ji wî bawer nekir?›
Lê eger em bêjin: ‹Ji mirovan e›, em ji xelkê ditirsin, çimkî hemû Yûhenna pêxember dihesibînin.»
Wan bersîv da Îsa û gotin: «Em nizanin.» Hingê wî ji wan re got: «Ez jî ji we re nabêjim ku ez van tiştan bi çi desthilatiyê dikim.»
«Hûn çi difikirin? Du kurên mirovekî hebûn. Ew çû ba yê pêşî û jê re got: ‹Lawo, tu here, îro di nav rêz de bixebite.›
Wî got: ‹Ez naçim›, lê paşê poşman bû û çû.
Îcar bav çû ba kurê xwe yê din û eynî tişt jê re got. Wî jî bersîv da û got: ‹Baş e, ezê herim, bavo›, lê ew neçû.
Ji herduyan kîjanî bi daxwaza bavê xwe kir?» Wan bersîv da û got: «Yê pêşî.» Îsa ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, bacgir û fahîşe jî wê beriya we bikevin Padîşahiya Xwedê.
Çimkî Yûhenna hat ku riya rast nîşanî we bide û we ji wî bawer nekir, lê bacgir û fahîşeyan jê bawer kir. Piştî ku we ev dît jî hûn poşman nebûn ku ji wî bawer bikin.
«Guhdariya meseleyeke din bikin: Malxwêyekî malê hebû ku rez danî. Wî hawirdora wî sênc kir, li navê mahserek kola û birca nobedaran çêkir. Piştre wî rez bi kirê da rezvanan û çû welatekî din.
Gava ku dema rezçinînê nêzîk bû, wî xulamên xwe şandin ba rezvanan, da ku berê wî bicivînin.
Rezvanan xulamên wî girtin, li yekî xistin, yek kuştin û yê din jî dane ber keviran.
Îcar wî mirovî ji cara pêşî bêtir xulam şandin. Rezvanan eynî tişt anîn serê wan jî.
Li dawiyê ew rabû û kurê xwe şand û got: ‹Ewê siyaneta kurê min bigirin.›
Lê gava ku rezvanan kur dît, ji hevdû re gotin: ‹Ev wêris e! Werin, em wî bikujin û bibin xwediyê mîrasa wî.›
Wan ew girt, avêtin derveyî rêz û kuştin.
Îcar gava ku xwediyê rêz bê, ewê çi bi van rezvanan bike?»
Wan jî lê vegerand û gotin: «Ewê wan mirovên xerab bi awayekî xerab bikuje û rêz bide hinekên wisa ku di dema rezçinînê de berê wî bidinê.»
Îsa ji wan re got: «Ma we qet di Nivîsarên Pîroz de ev nexwendiye: ‹Ew kevirê ku hostayan red kir, Bû kevirê serê rikin. Ev ji aliyê Xudan ve çêbû, Û ev li ber çavê me karekî ecêb e!› »
«Ji bo vê yekê ez ji we re dibêjim, Padîşahiya Xwedê wê ji we bê standin û ji miletekî wisa re bê dayîn, ku berê wî bigihîne.
Yê ku bi ser vî kevirî de bikeve, wê bibe perçe perçe û ev kevir bi ser kê de bikeve, wê wî hûrhûr bike.»
Gava ku serekên kahînan û Fêrisiyan ev mesele bihîst, wan fêm kir ku ew li ser wan dibêje.
Wan xwest ku Îsa bigirin, lê ji elaletê tirsiyan, çimkî wan ew pêxember didît.
Îsa careke din bi meselan ji wan re peyivî û got:
«Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Padîşahekî ji bo kurê xwe dawet amade kir.
Wî xizmetkarên xwe şandin ba wan ên ku ji bo dawetê hatine vexwendin, lê wan nexwest ku bên.
Piştre wî hin xizmetkarên din şandin û got: ‹Ji yên vexwendî re bêjin: Min şîva xwe amade kiriye; conega û dewarên min ên dermale hatine şerjêkirin û hemû tişt amade ye. Kerem bikin, werin dawetê.›
Lê wan qet bala xwe nedayê, lêxistin û çûn. Yek çû zeviya xwe, yê din çû bazirganiya xwe.
Yên mayî jî xizmetkarên wî girtin, riswa kirin û ew kuştin.
Padîşah hêrs bû. Wî leşkerên xwe şandin, ev mêrkujên ha kuştin û bajarê wan şewitand.
Hingê wî ji xizmetkarên xwe re got: ‹Dawet amade ye, lê yên vexwendî ne hêja bûn.
De herin serê kuçeyan û hûn kê bibînin, gazî dawetê bikin.›
Hingê xizmetkar derketin kuçeyan, qenc û xerab, her kesên ku dîtin civandin û eywana dîlanê bi vexwendiyan tije bû.
«Lê gava ku padîşah çû hundir da ku vexwendiyan bibîne, mirovek dît ku cilên dawetê li xwe nekiribû.
Hingê wî jê pirsî û got: ‹Heval, bê cilên dawetê ma çawa tu ketî vir?› Zimanê wî negeriya.
Li ser vê yekê padîşah ji xizmetkaran re got: ‹Dest û lingên wî girêdin û wî bavêjin derve, nav tariyê. Li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.›
«Çimkî yên ku hatine gazîkirin pirr in, lê yên ku hatine hilbijartin hindik in.»
Hingê Fêrisî derketin û bi hev şêwirîn, ka ewê çawa Îsa bi peyva wî bixin xefikê.
Wan şagirtên xwe û alîgirên Hêrodês şandin ba wî û gotin: «Mamoste, em dizanin ku tu mirovekî rast î û tu riya Xwedê bi rastî hîn dikî. Tu cihêtiyê naxî nav mirovan, çimkî tu li rûyê mirovan nanêrî.
Îcar ji me re bêje ka tu çawa dibînî? Ma dibe ku em bacê bidin Qeyser an na?»
Ji ber ku Îsa bi niyetxerabiya wan dizanibû, got: «Hey durûno! Çima hûn min diceribînin?
Ka perê bacê nîşanî min bidin!» Wan zîvek ji wî re anî
û wî ji wan pirsî: «Ev resm û nivîsîn ên kê ne?»
Wan got: «Yên Qeyser in.» Hingê Îsa ji wan re got: «Nexwe tiştên Qeyser bidin Qeyser û tiştên Xwedê bidin Xwedê.»
Gava ku wan ev bihîst, şaş man, dev ji wî berdan û çûn.
Eynî rojê Sadûqiyên ku digotin vejîna miriyan tune, hatin ba Îsa
û jê pirsîn: «Mamoste, Mûsa got: ‹Eger yekî ku zarokên wî nebin bimire, divê birayê wî jina wî bîne û dûndanê ji birayê xwe re rake.›
Îcar li ba me heft bira hebûn. Yê pêşî jin anî û mir. Ji ber ku zarokên wî çênebûn, jina xwe ji birayê xwe re hişt.
Eynî tişt hat serê yê dido û yê sisiyan jî, heta bi yê heftan, hemû mirin.
Piştî hemûyan jin jî mir.
Îcar Roja Vejînê, ji her heftan ew jin wê bibe ya kê? Çimkî hemûyan ew anîbû!»
Îsa li wan vegerand û got: «Hûn şaş dibin, ji ber ku hûn Nivîsarên Pîroz û hêza Xwedê nizanin.
Piştî Roja Vejînê ew ne jinê tînin û ne jî mêr dikin; çimkî wê bibin wek milyaketên ezmên.
Ma we nexwendiye ku li ser vejîna miriyan Xwedê ji we re çi dibêje?
‹Ez Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb im.› Ew ne Xwedayê miriyan, lê Xwedayê zindiyan e.»
Gava ku elaletê ev yek bihîst li hînkirina wî gelek şaş ma.
Gava Fêrisiyan bihîst ku Îsa devê Sadûqiyan girtiye, li hev civiyan.
Ji nav wan yekî Şerîetzan ew ceriband û pirsî:
«Mamoste, di Şerîetê de emrê herî mezin kîjan e?»
Îsa lê vegerand û got: «‹Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi hemû hişê xwe hez bike.›
Emrê pêşî û mezin ev e.
Yê diduyan jî wek vî ye: ‹Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.›
Hemû Şerîet û pêxember li ser bingeha van herdu emran in.»
Gava ku Fêrisî li hev civiyabûn Îsa ji wan pirsî:
«Hûn li ser Mesîh çi difikirin? Ew kurê kê ye?» Wan lê vegerand û gotin: «Ew kurê Dawid e.»
Îsa ji wan re got: «Nexwe çawa Dawid bi saya Ruh navê Xudan hildide û dibêje:
‹Xudan ji Xudanê min re got: Li milê min ê rastê rûne Heta ku ez dijminên te bikim bin lingên te.›
«Eger Dawid ji wî re dibêje ‹Xudan›, çawa ew dibe kurê wî?»
Îcar tu kesî nikaribû peyvekê bersîva wî bide. Û ji wê rojê pê ve tu kesî newêribû ku tiştekî jê bipirse.
Hingê Îsa ji elaletê û ji şagirtên xwe re got:
«Şerîetzan û Fêrisî li ser kursiyê Mûsa rûdinin.
Loma her tiştê ku ji we re dibêjin, bikin û bînin cih. Lê li gor kirinên wan nekin, çimkî ew dibêjin û nakin;
barên giran û hilgirtina wan zehmet girêdidin û datînin ser pişta mirovan, lê ew bi xwe naxwazin ji bo rakirina wan baran tiliya xwe jî bilebitînin.
«Hemû tiştên ku dikin ji bo dîtina mirovan e. Bazbendên xwe pehn dikin û rêşiyên kirasên xwe dirêj dikin.
Di ziyafetan de ji cihên jorîn, li kinîştan jî ji kursiyên pêşî hez dikin.
Hez dikin ku di sûkan de silav li wan bê kirin û ji aliyê xelkê ve jî bi awayê ‹ya mamoste› bên gazîkirin.
Lê bila ji we re nebêjin ‹mamoste›, çimkî Mamosteyê we yek e û hûn hemû bira ne.
Û li ser rûyê erdê ji tu kesî re nebêjin ‹Bavo›, çimkî Bavê we yek e, Bavê ezmanî ye.
Ne jî bila kes ji we re bêje ‹rêber›, çimkî Rêberê we yek e, Mesîh e.
Di nav we de yê herî mezin bila bibe xizmetkarê we.
Çimkî kî xwe bilind bike, wê nizim bibe û kî xwe nizim bike, ewê bilind bibe.
«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn Padîşahiya Ezmanan li ber mirovan digirin. Hûn bi xwe nakevinê û ne jî hûn dihêlin ên ku dixwazin bikevinê, derbas bibin.
«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn derya û bejê li hev didin, da ku hûn yekî bînin ser baweriya xwe, lê gava ku we ew anî jî hûn du caran ji xwe bêtir wî dikin kurê dojehê.
«Wey li we hûn rêberên kor! Hûn dibêjin: ‹Eger yek bi Perestgehê sond bixwe, ne tiştek e, lê eger yek bi zêrê Perestgehê sond bixwe, divê ew sonda xwe bîne cih.›
Hey bêhişên kor! Kîjan mezintir e? Zêr an Perestgeha ku zêr pîroz dike?
Dîsa hûn dibêjin: ‹Eger yek bi gorîgehê sond bixwe tiştek nabe, lê eger ew bi diyariya li ser gorîgehê sond bixwe, divê ew sonda xwe bîne cih.›
Hey korno! Kîjan mezintir e? Diyarî, an gorîgeha ku diyariyê pîroz dike?
Loma yê ku bi gorîgehê sond bixwe, hem bi wê û hem jî bi hemûyên ku li ser wê ne sond dixwe.
Û yê ku bi Perestgehê sond bixwe, hem bi wê û hem jî bi yê ku di nav wê de ye sond dixwe.
Îcar yê ku bi ezmên sond bixwe, ew hem bi textê Xwedê û hem jî bi yê ku li ser rûdine sond dixwe.
«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hey hûn durûno! Hûn dehyeka pûng, rizyan û kîmyona xwe didin, lê hûn tiştên Şerîetê yên hê girîngtir, dadperwerî, rehm û baweriyê dihêlin. Diviya ku we ev bikirana û dev ji yên din jî bernedana.
Hey rêberên kor! Hûn pêşûyê dipalînin, lê devê dadiqurtînin.
«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn derveyî tas û sêniyan dişon, lê hundirê wan ji tiştên talankirî û çavbirçîtiyê tije ye.
Hey Fêrisiyê kor! Pêşî hundirê tas û sêniyan bişo, wê derveyê wan jî paqij bibe.
«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hey hûn durûno! Hûn wek gorên spîkirî ne, ku ji derve xweşik xuya dibin, lê hundirê wan tije hestiyên miriyan û hemû tiştên qirêjî ne.
Bi vî awayî hûn jî ji derve wek ên rast li mirovan xuya dibin, lê ji hundir ve hûn tije durûtî û neheqî ne.
«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hey durûno! Hûn gorên pêxemberan ava dikin û qubên mirovên rast dixemilînin.
Û hûn dibêjin: ‹Eger em di dema bav û kalên xwe de bijiyana, meyê bi wan re xwîna pêxemberan nerijanda.›
Bi vî awayî hûn li hember xwe şahidiyê dikin ku hûn kurên wan in ên ku pêxember kuştine.
De hûn jî rabin, çapa xerabiya bav û kalên xwe tije bikin!
«Hey marno! Hûn nifşên koremaran! Hûnê ji cezayê dojehê çawa birevin?
Ji ber vê yekê, va ye, ez ji we re pêxember, mirovên şehreza û mamosteyan dişînim. Hûnê hinekan ji van bikujin û xaç bikin û yên din jî li kinîştên xwe bidin ber qamçiyan û ji bajarekî biteriqînin bajarê din.
Bi vî awayî hemû xwîna bêsûc a ku li ser rûyê erdê hatiye rijandin, wê bikeve stûyê we: Ji xwîna Habîlê rast heta bi xwîna Zekeryayê Kurê Berexya yê ku we di navbera Perestgeh û gorîgehê de kuşt.
Bi rastî ez ji we re dibêjim, ev tiştên ha hemû wê bên ser vî nifşî.
«Wax Orşelîm, heywax Orşelîma ku pêxemberan dikuje û yên ku ji wê re hatine şandin dide ber keviran. Ka çawa mirîşk çîçikên xwe di bin çengên xwe de dicivîne, çend caran min jî xwest ku ez zarokên te bicivînim, lê we nexwest.
Va ye, mala we wê li we wêran û vala bimîne.
Çimkî ez ji we re dibêjim, êdî careke din hûn min nabînin, heta ku hûn bêjin: ‹Yê ku bi navê Xudan tê pîroz be!› »
Gava ku Îsa ji Perestgehê derket û çû, şagirtên wî nêzîkî wî bûn û xwestin ku bala wî bikişînin ser avahiyên Perestgehê.
Wî ji wan re got: «Hûn van hemûyan dibînin? Bi rastî ez ji we re dibêjim, li vir kevir li ser kevir namîne. Qet tiştek namîne ku neyê hilweşandin!»
Çaxê Îsa li Çiyayê Zeytûnê rûdinişt, şagirtên wî bi serê xwe hatin ba wî û jê re gotin: «Ji me re bêje, ka ev tişt wê kengê bibin? Çi wê bibe nîşana hatina te û dawiya dinyayê?»
Îsa bersîva wan da û got: «Hay ji xwe hebin, ku tu kes we nexapîne.
Çimkî gelek wê bi navê min bên û bêjin: ‹Mesîh ez im› û wê gelekan bixapînin.
Hûnê dengê şeran û li ser şeran bibihîzin. Hay jê hebin û netirsin. Tiştên weha divê bibin, lê hê dawî nehatiye.
Milet wê li hember miletan, padîşahî li hember padîşahiyan rabin. Û wê li cih cihan xela û erdhejîn çêbin.
Lê ev tiştên ha hemû destpêka janan in.
«Hingê wê we teslîm bikin, da ku êşê bi we bidin kişandin û we bikujin. Ji ber navê min hemû milet wê ji we nefret bikin.
Hingê gelek wê ji rê derkevin, hevdû bidin dest û ji hev nefret bikin.
Û gelek pêxemberên derewîn wê derkevin û gelekan bixapînin.
Bi zêdebûna neheqiyê, hezkirina gelekan wê sar bibe.
Lê yê ku heta dawiyê ragire, ewê xilas bibe.
Û ev Mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê dayîn, da ku ji hemû miletan re bibe şahidî û hingê dawî wê bê.
«Çaxê hûn tiştê mekruh ê ku xerakirinê tîne, çawa ku Daniyêl pêxember got, li cihê pîroz rawestayî bibînin» – bila yê ku dixwîne fêm bike –
«hingê yên ku di Cihûstanê de ne bila birevin çiyan.
Yê ku li ser banî be, bila neyê xwarê û tiştekî ji hundir hilnede.
Û yê ku li nav zeviyê be jî, bila venegere ku ebayê xwe hilde.
Lê wey li wan ên ku di wan rojan de bizaro ne û dimêjînin!
Dua bikin ku reva we nekeve zivistanê an roja Şemiyê.
Çimkî hingê tengahiyeke wisa mezin wê çêbe, ku ji destpêka dinyayê ve tiştekî weha çênebûye û tu caran çênabe jî.
Eger ew roj nehatana kurtkirin, tu kes xilas nedibû, lê ji bo xatirê yên bijartî ew roj wê bên kurtkirin.
Hingê eger yek ji we re bêje: ‹Va ye, Mesîh li vir e!› an jî: ‹Wa ye, ew li wir e!›, bawer nekin.
Çimkî mesîhên derewîn û pêxemberên derewîn wê derkevin, wê nîşan û karên mezin çêkin, wisa ku eger bibe, ewê bijartiyan jî bixapînin.
Va ye, min ji pêşî ve ev ji we re got.
Îcar, eger yek ji we re bêje: ‹Wa ye, Mesîh li çolê ye!› dernekevin derve, an bêje: ‹Va ye, li oda hundir e!›, bawer nekin.
Çawa ku birûsk ji Rojhilat davêje û heta Rojava ronahî dike, hatina Kurê Mirov jî wê bi vî awayî be.
Kelaş li ku derê be, teyrên kelaşan jî wê li wê derê bicivin.
«Di pey tengahiya wan rojan de, di cih de, Roj wê tarî bibe, Û heyv ronahiya xwe nede, Stêr wê ji ezmên bikevin. Û rojgêranên ezmanan wê ji riya xwe derkevin.
«Hingê nîşana Kurê Mirov wê li ezmên xuya bibe û hemû miletên li ser erdê wê li xwe bixin. Ewê bibînin ku ‹Kurê Mirov bi hêz û rûmeta mezin li ser ewrên ezmên tê.›
Ewê milyaketên xwe bi boriya dengbilind bişîne û milyaket wê bijartiyên wî ji çar aliyan, ji perekî ezmanan heta perê din bicivînin.
«Îcar ji dara hêjîrê vê dersê hîn bibin: Çaxê ku çiqilên wê dibişkivin û pelên wê şîn dibin, hûn dizanin ku havîn nêzîk e.
Bi vî awayî, çaxê ku hûn jî van hemû tiştan bibînin, bizanin ku ew nêzîk e, li devê derî ye.
Bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ku ev tiştên ha hemû çênebin, ev nifş qet nabihûre.
Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.
«Lê heçî ew roj û ew saet e, ne milyaketên ezmanan û ne jî Kur, ji Bav pê ve tu kes pê nizane.
Ka di rojên Nûh de çawa bû, hatina Kurê Mirov jî wê wisa be.
Çimkî di wan rojên beriya tofanê de, mirovan dixwar û vedixwarin, jin dianîn û mêr dikirin; heta wê roja ku Nûh ket gemiyê,
wan pê nizanibû ku wê çi bibe, heta ku tofan rabû û ew hemû bi xwe re birin. Hatina Kurê Mirov jî wê bi vî awayî be.
Hingê du mirov wê li nav zeviyê bin, yek wê bê birin û yek bê hiştin.
Du jin wê bi destar bihêrin, yek wê bê birin û yek bê hiştin.
«Loma hişyar bimînin, çimkî hûn nizanin Xudanê we wê kîjan rojê bê.
Lê vê yekê bizanin: Eger malxwê malê bizaniya ku bi şev çi çaxî diz wê bê, ewê hişyar bima û nedihişt ku ew bikeve xaniyê wî.
Ji ber vê yekê hûn jî amade bin, çimkî Kurê Mirov wê di saetekê de bê ku hûn nizanin.
«Xulamê dilsoz û şehreza kî ye? Ewê ku axayê wî ew daniye ser xulamên xwe, da ku xwarina wan di dema wan de bide wan.
Xwezî bi wî xulamê ku gava axayê wî bê, wî li ser karê wî bibîne.
Bi rastî ez ji we re dibêjim, ewê wî deyne ser hemû malê xwe.
Lê eger ew xulamê xerab ji xwe re bêje: ‹Axayê min wê bi derengî bikeve›
û dest pê bike li hevalên xwe yên xulam bixe, bi serxweşan re bixwe û vexwe,
axayê wî xulamî wê di wê rojê de bê ku ew ne li hêviya wî ye û di wê saetê de ku ew pê nizane
û wê wî perçe perçe bike û para wî bi durûyan re bide. Li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.
«Hingê Padîşahiya Ezmanan wê bimîne vê yekê: Deh keçikan qendîlên xwe hildan û çûn pêşiya zavê.
Pênc ji wan bêaqil û pênc ji wan şehreza bûn.
Yên bêaqil rahiştin qendîlên xwe, lê bi xwe re dohn hilnedan.
Lê yên şehreza bi qendîlên xwe re, di derdanan de dohn jî hildan.
Gava ku zava bi derengî ket, xewê ew hemû girtin û razan.
«Nîvê şevê dengek hat: ‹Va ye, zava tê! Derkevin pêşiya wî!›
Hingê hemû keçik rabûn û qendîlên xwe amade kirin.
Yên bêaqil ji yên şehreza re gotin: ‹Hinekî ji dohnê xwe bidin me, çimkî qendîlên me ditemirin.›
Wan bersîv da û gotin: ‹Na, çênabe, ew têra me û we nake. Çêtir e ku hûn herin ba dohnfiroşan û ji xwe re bikirrin.›
Lê çaxê ew çûn ku dohn bikirrin, zava hat. Keçikên ku amade bûn bi wî re ketin şahiya dîlanê û derî hat dadan.
Paşê keçên din jî hatin û gotin: ‹Mîrza, mîrza! Derî li me veke!›
Wî li wan vegerand û got: ‹Bi rastî ez ji we re dibêjim, ez we nas nakim.›
«Loma hişyar bimînin, çimkî hûn ne wê rojê û ne jî wê saetê dizanin.»
«Dîsa Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Zilamek hebû, gava ku çû welatekî din, gazî xulamên xwe kir û malê xwe spart wan.
Wî li gor karîna her yekî ji wan da wan: Pênc telant dan yekî, du telant dan yekî û telantek jî da yekî û derket riya xwe.
Yê ku pênc telant standibûn, zû rabû, perê xwe da xebitandin û pênc telantên din kar kirin.
Bi vî awayî yê ku du telant standibûn jî du telantên din kar kirin.
Lê yê ku telantek standibû, rabû erd kola û perê axayê xwe veşart.
«Piştî demeke dirêj axayê xulaman vegeriya û bi wan re hesabê xwe kir.
Yê ku pênc telant standibûn, hat û pênc telantên din jî anîn. Wî got: ‹Ezbenî, te pênc telant dabûn min. Binêre, min pêncên din jî qezenc kirin.›
Axayê wî jê re got: ‹Aferim, xizmetkarê qenc û dilsoz! Tu di tiştên hindik de dilsoz derketî, ezê te deynim ser gelek tiştan. Were û beşdarî şahiya axayê xwe bibe!›
«Yê ku du telant standibûn jî hat û got: ‹Ezbenî, te du telant dabûn min; binêre, min diduyên din jî qezenc kirin.›
Axayê wî got: ‹Aferim, xizmetkarê qenc û dilsoz! Tu di tiştên hindik de dilsoz derketî, ezê te deynim ser gelek tiştan. Were û beşdarî şahiya axayê xwe bibe!›
«Piştre yê ku telantek standibû hat û got: ‹Ezbenî, min dizanibû ku tu mirovekî hişk î û cihê ku te lê neçandiye tu didirûyî û cihê ku te tov lê nereşandiye tu berhev dikî.
Loma ez tirsiyam, ez çûm, min telantê te di nav axê de veşart. Ha, ji te re telantê te.›
Axayê wî lê vegerand û got: ‹Hey xizmetkarê xerab û tiral! Madem te dizanibû cihê ku min lê neçandiye ez didirûm û cihê ku min tov lê nereşandiye ez berhev dikim?
Nexwe diviya te perên min danîna banqê, gava ku ez vegeriyam minê bi fayiza wan ve bistanda.
Ji bo vê yekê wî telantî ji wî bistînin û bidin wî yê ku deh telantên wî hene.
Çimkî yê ku pê re heye, wê ji wî re bê dayîn û bi ser de bê zêde kirin. Lê yê ku pê re tunebe, tiştê ku di destê wî de ye jî wê jê bê standin.
Lê vî xizmetkarê bêkêr bavêjin tariya derve. Li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.›»
«Gava ku Kurê Mirov bi rûmeta xwe ve bê û hemû milyaket pê re, hingê ewê li ser textê xwe yê rûmetê rûne.
Hemû milet wê li ber wî bicivin û ewê wan ji hevdû veqetîne, wek ku şivan miyan ji bizinan vediqetîne.
Ewê miyan bide aliyê xwe yê rastê, bizinan bide aliyê xwe yê çepê.
Hingê Padîşah wê ji yên li aliyê xwe yê rastê re bêje: ‹Werin, hûn pîrozên Bavê min, wê Padîşahiya ku ji damezrandina dinyayê ve ji bo we hatiye amade kirin, bistînin.
Çimkî ez birçî bûm, we xwarin da min; ez tî bûm we av da min; ez xerîb bûm we ez hewandim;
ez tazî bûm, we ez bi cil kirim; ez nexweş bûm, hûn hatin serdana min; ez di zîndanê de bûm, hûn hatin ba min.›
«Hingê yên rast wê li wî vegerînin û bêjin: ‹Ya Xudan, me kengê tu birçî dîtî û tu têr kirî, an kengê me tu tî dîtî û av da te?
Me kengê tu xerîb dîtî û tu hewandî, an tazî dîtî û tu bi cil kirî?
Me kengê tu nexweş an di zîndanê de dîtî û em hatin ba te?›
Padîşah wê bersîvê bide û ji wan re bêje: ‹Bi rastî ez ji we re dibêjim, we çi ji yekî ji van birayên min ên herî biçûk re kiribe, we ew ji min re kiriye.›
«Hingê wê ji yên li milê xwe yê çepê re jî bêje: ‹Ji min dûr bikevin, hûn ên ku nifir lêbûyî, herin agirê herheyî yê ku ji bo Îblîs û milyaketên wî hatiye amadekirin.
Çimkî ez birçî bûm, we xwarin neda min, ez tî bûm, we av neda min.
Ez xerîb bûm, we ez nehewandim. Ez tazî bûm, we ez bi cil nekirim. Ez nexweş û di zîndanê de bûm, hûn nehatin ba min.›
«Hingê ewê li wî vegerînin û bêjin: ‹Ya Xudan, me kengê tu birçî, an tî, an xerîb, an tazî, an nexweş, an jî di zîndanê de dîtî û me alîkariya te nekir?›
Hingê ewê bersîva wan bide û bêje: ‹Bi rastî ez ji we re dibêjim, we çi ji bo yekî ji vanên herî biçûk nekiribe, we ew ji bo min jî nekiriye.›
Îcar evên ha wê herin ezaba herheyî, lê yên rast wê herin jiyana herheyî.»
Gava ku Îsa ev hemû peyvên ha xilas kirin, ji şagirtên xwe re got:
«Hûn dizanin ku piştî du rojan Cejna Derbasbûnê ye. Wê Kurê Mirov bidin dest, da ku bê xaçkirin.»
Hingê serekên kahînan û rihspiyên gel, li qesra Serokkahînê ku navê wî Qeyafa bû civiyan
û bi hev şêwirîn ku Îsa bi hîle bigirin û wî bikujin.
Lê wan digot: «Bila ne di cejnê de be, da ku di nav xelkê de hengame çênebe.»
Gava Îsa li Beytanyayê li mala Şimûnê kotî bû,
jinikekê di firaxeke mermerê spî de rûnê bîhnxweş ê gelek giranbiha anî. Çaxê ku Îsa li ser sifrê rûniştibû, wê rûn bi serê wî de rijand.
Gava şagirtan ev dît, hêrs bûn û gotin: «Çima ev rûnê ha badîhewa çû?
Ev dikaribû bi bihayekî giran bihata firotin û li belengazan bihata belavkirin.»
Lê Îsa bi vê yekê dizanibû û ji wan re got: «Çima hûn jinikê diêşînin? Wê ji bo min tiştekî qenc kir.
Çimkî belengaz hergav di nav we de ne, lê ez hergav ne li ba we me.
Jinikê ev rûnê bîhnxweş bi ser bedena min de rijand, da ku min ji bo veşartinê amade bike.
Bi rastî ez ji we re dibêjim, ev Mizgînî li ku dera dinyayê bê dayîn, ev tiştê ku vê jinikê kir jî wê ji bo bîranîna wê bê gotin.»
Hingê yek ji diwanzdehan ku jê re Cihûdayê Îsxeryotî digotin, çû ba serekên kahînan
û ji wan pirsî: «Eger ez wî bidim destê we hûnê çi bidin min?» Îcar wan jî sî zîv hejmartin û danê.
Ji wê demê ve Cihûda li keysekê digeriya ku Îsa bide dest.
Di roja pêşî ya Cejna Nanê Şkeva de şagirt hatin ba Îsa û jê pirsîn: «Tu dixwazî em li ku derê ji te re şîva Cejna Derbasbûnê amade bikin ku tu bixwî?»
Wî li wan vegerand û got: «Herin bajêr, ba filan mirovî û jê re bêjin: ‹Mamoste dibêje: Wextê min nêzîk bûye. Ezê Cejna Derbasbûnê bi şagirtên xwe re li mala te pîroz bikim.›»
Wek ku Îsa ji wan re gotibû şagirtan kir û şîva Cejna Derbasbûnê amade kirin.
Gava bû êvar, ew bi diwanzdehan re li ser sifrê rûnişt.
Îcar çaxê ku wan şîv dixwar Îsa got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, yek ji we wê min bide dest.»
Ew gelek xemgîn bûn û dest pê kirin yek bi yek ji wî pirsîn: «Gelo ez im, ya Xudan?»
Îsa li wan vegerand û got: «Yê ku bi min re pariyê xwe li firaxê xist, ew e yê ku wê min bide dest.
Ji xwe Kurê Mirov wek ku li ser wî hatiye nivîsîn, wê here. Lê wey li wî mirovê ku Kurê Mirov bide dest! Wê ji bo wî çêtir bûya ku ew nehata dinyayê.»
Hingê Cihûdayê ku wê ew bida dest, got: «Mamoste, ma ew kes ez im?» Îsa bersîv da: «Erê, te bi xwe got.»
Gava wan xwarin dixwar, Îsa nan hilda, şikir kir, ew şikand, da şagirtan û got: «Bigirin û bixwin, ev bedena min e.»
Piştre wî kasek hilda, şikir kir, da wan û got: «Hûn hemû ji vê vexwin.
Çimkî ev xwîna min a Peymanê ye ku ji bo lêbihûrtina gunehan di ber gelekan de tê rijandin.
Ez ji we re dibêjim: ‹Êdî ez ji vî berê mêwê tu caran venaxwim, heta wê roja ku ez di Padîşahiya Bavê xwe de bi we re ji ya nû vexwim.›»
Piştî ku wan zebûrek strand, derketin Çiyayê Zeytûnê.
Hingê Îsa ji wan re got: «Îşev hûnê hemû li ser min dudilî û sist bibin, çimkî hatiye nivîsîn: ‹Ezê li şivên bixim Û miyên kerî wê belav bibin.›
Lê piştî ku ez ji mirinê rabim, ezê beriya we herim Celîlê.»
Petrûs lê vegerand û got: «Hemû jî li ser te dudilî û sist bibin, ez tu caran dudilî û sist nabim.»
Îsa ji wî re got: «Bi rastî ez ji te re dibêjim, hema îşev, berî ku dîk bang bide tê sê caran min înkar bikî.»
Petrûs got: «Eger lazim be ku ez bi te re bimirim jî, ez tu caran te înkar nakim.» Hemû şagirtan jî weha got.
Hingê Îsa bi şagirtên xwe ve çû cihê ku jê re ‹Gêtşemanî› digotin û ji wan re got: «Hûn li vir rûnin, heta ku ez herim dera ha û dua bikim.»
Wî Petrûs û herdu kurên Zebedî bi xwe re birin û dest pê kir, keder û diltengiyê ew girt.
Hingê wî ji wan re got: «Dilê min gelek teng dibe, ez dikim bimirim. Li vir bin û bi min re hişyar bimînin.»
Hinekî pêşve çû, xwe deverû avêt erdê û dua kir: «Bavê min, eger bibe bila ev kasa tehl ji min derbas bibe. Lê bila ne wek ez dixwazim, lê wek ku tu dixwazî be.»
Piştre ew vegeriya ba şagirtan û ew di xew de dîtin. Ji Petrûs re got: «Ma we nikaribû hûn saetekê jî bi min re hişyar bimînin?
Hişyar bimînin û dua bikin, da ku hûn nekevin ceribandinê. Erê, ruh bi daxwaz e, lê beden lewaz e.»
Cara diduyan ew çû û dua kir: «Ya Bavê min, eger bêyî ku ez vê kasa tehl vexwim, ew ji min derbas nebe, bila daxwaza te bibe.
Îsa vegeriya û ew dîsa di xew de dîtin. Çimkî çavên wan ji xewê diçûn serhev.
Wî ew hiştin, careke din dûr ket, cara sisiyan dua kir û eynî peyv gotin.
Paşê vegeriya ba şagirtên xwe û ji wan re got: «Ma hûn hê jî radizin û bîhna xwe vedidin? Va ye, saet hat; Kurê Mirov dikeve destê gunehkaran.
Rabin, em herin. Va ye, yê ku min dide dest nêzîk bû.»
Hê ew dipeyivî Cihûdayê ku yek ji diwanzdehan bû hat. Bi wî re elaleteke mezin a bi şûr û daran hebû. Ev ji aliyê serekên kahînan û rihspiyên gel ve hatibûn şandin.
Îcar ê ku ew bida dest bi wan re li ser îşaretekê li hev hatibû: «Ez kê ramûsim ew e, wî bigirin.»
Cihûda sererast hat ba Îsa û got: «Silav li te, mamoste!» û ew ramûsa.
Îsa lê vegerand û got: «Heval, tu ji bo çi hatiyî, wê bike.» Hingê ew mirov nêzîk bûn, dest avêtin Îsa û ew girtin.
Li ser vê yekê, yekî ku bi Îsa re bû, şûrê xwe kişand, li xulamê Serokkahîn xist û guhê wî pekand.
Hingê Îsa ji wî re got: «Şûrê xwe bixe kalanê wî. Çimkî her kesê ku şûr bikişîne, ewê bi şûr bê kuştin.
Ma tu dibêjî qey ez nikarim ji Bavê xwe bixwazim û ew jî di cih de ji diwanzdeh lejyonan zêdetir milyaketan bigihîne min?
Lê hingê Nivîsarên Pîroz ên ku dibêjin divê weha bibe, wê çawa bên cih?»
Wê gavê Îsa ji elaletê re got: «Ma ez rêbirek im ku hûn bi dar û şûran hatine ku min bigirin? Her roj ez li Perestgehê rûdiniştim û min hîn dikir, lê we ez negirtim.
Lê ev hemû çêbûn, da ku nivîsarên pêxemberan bên cih.» Hingê hemû şagirtan ew hişt û reviyan.
Yên ku Îsa girtin, ew birin ba Qeyafayê Serokkahîn. Li wir Şerîetzan û rihspî civiyabûn.
Petrûs ji dûr ve li pey wî hat, heta hewşa Serokkahîn. Ew derbasî hundir bû, bi parêzgeran re rûnişt, da ku dawiyê bibîne.
Îcar serekên kahînan û tevahiya civîna giregiran li hember Îsa li şahidiya derewîn digeriyan ku biryara kuştina wî bidin.
Bi ser ku gelek şahidên derewîn derketin jî, tiştê ku lê digeriyan peyda nekirin. Li dawiyê du şahidên derewîn hatin
û gotin: «Vî mirovî got: ‹Ez dikarim Perestgeha Xwedê hilweşînim û di sê rojan de ava bikim.›»
Hingê Serokkahîn rabû ser lingan û ji Îsa re got: «Ma tu bersîvê nadî? Ev çi şahidî ye ku evên ha li ser te didin?»
Lê Îsa tu tişt negot. Serokkahîn ji wî re got: «Ez te bi navê wî Xwedayê jîndar didim sondê, eger tu Kurê Xwedê Mesîh bî, ji me re bêje.»
Îsa ji wî re got: «Erê, wek ku te got, lê ez ji we re dibêjim: Ji niha û pê ve, hûnê bibînin ku ‹Kurê Mirov Li milê rastê yê hêza Xwedê rûniştî ye Û li ser ewrên ezmên tê.› »
Hingê Serokkahîn cilên xwe çirandin û got: «Wî çêr kir! Êdî çi hewcedariya me bi şahidan heye? Va ye, we çêrkirina wî bihîst.
Hûn çi dibêjin?» Wan lê vegerand û gotin: «Ew yê kuştinê ye!»
Hingê tif kirin rûyê wî û ew dan ber kulman. Hinekan jî sîle lê xistin
û gotin: «Ji me re pêxemberîtiyê bike, ey Mesîh! Ka kî bû ku li te xist?»
Hingê Petrûs li derve, li hewşê rûniştibû. Keçikeke xizmetkar hat ba wî û got: «Tu jî bi Îsayê Celîlî re bûyî.»
Lê wî li ber hemûyan înkar kir û got: «Ez nizanim ku tu çi dibêjî.»
Çaxê ew çû ber dergeh, keçikeke din ew dît û ji yên li wê derê re got: «Evê ha bi Îsayê Nisretî re bû.»
Wî dîsa bi sond înkar kir û got: «Ez wî nas nakim!»
Piştî gavekê yên ku li wir bûn çûn ba Petrûs û gotin: «Bi rastî tu bi xwe jî yek ji wan î. Çimkî devoka te, te dide zanîn.»
Hingê wî dest bi nifiran kir, sond xwar û got: «Ez wî mirovî nas nakim!» Di cih de dîk bang da.
Li ser vê yekê peyva ku Îsa gotibû hat bîra Petrûs: «Berî ku dîk bang bide tê sê caran min înkar bikî.» Hingê ew derket derve û bi dilşewatî giriya.
Çaxê bû sibe hemû serekên kahînan û rihspiyên gel ji bo ku Îsa bikujin bi hev şêwirîn.
Ew girêdan, birin û dan destê Pîlatosê walî.
Hingê Cihûdayê ku Îsa dabû dest, gava dît ku çi biryar li ser wî hat dayîn, li kirina xwe poşman bû û sî zîv li serekên kahînan û rihspiyan zivirandin û got:
«Min guneh kir. Ez bûm sedemê xwîna bêsûc.» Wan lê vegerand û gotin: «Me çi ji vê ye? Tu bifikire.»
Cihûda zîv avêtin nav Perestgehê û derket. Ew çû û wî xwe daleqand.
Serekên kahînan zîv hildan û gotin: «Nabe ku em van peran bixin xezîna Perestgehê, çimkî perên xwînê ne.»
Bi hev şêwirîn û ji bo veşartina biyaniyan Zeviya Cerçêker kirrîn.
Loma ji wê zeviyê re heta îro jî Zeviya Xwînê tê gotin.
Hingê ew peyva ku bi devê Yêremya pêxember hatibû gotin hat cih: «Wan sî zîv girtin, bi wî bihayê ku hinekan ji zaryên Îsraêl ji bo wî vebirrîbûn
û wan pê Zeviya Cerçêker kirrî, wek ku Xudan li min emir kiribû.»
Îsa li ber walî rawesta û wî jê pirsî: «Ma tu padîşahê Cihûyan î?» Îsa lê vegerand û got: «Erê, wek ku te got.»
Çaxê ku ew ji aliyê serekên kahînan û rihspiyan ve hat sûcdarkirin, wî tu bersîv neda.
Hingê Pîlatos jê pirsî: «Ma tu nabihîzî ku ew li hember te çiqas şahidiyê dikin?»
Îsa bersîv neda û peyvek jî negot, wisa ku walî gelek şaş ma.
Adeta walî bû ku di cejnê de girtiyekî ku xelkê dixwest berde.
Wê demê bi navê Barabas girtiyekî navdar hebû.
Gava ku elalet civiya Pîlatos ji wan pirsî: «Hûn dixwazin ez kîjanî ji bo we berdim? Barabas an Îsayê ku jê re dibêjin Mesîh?»
Çimkî wî dizanibû ku wan Îsa ji çavnebarî girtiye û dane destê wî.
Çaxê Pîlatos li ser kursiyê dîwanê rûniştibû, jina wî jê re ev xeber şand: «Nebe ku tu tiştekî bi wî mirovê rast bikî, çimkî îşev di xewna xwe de min ji rûyê wî gelek tengahî dît.»
Lê serekên kahînan û rihspiyan elalet qanî kirin ku bixwazin Barabas bê berdan û Îsa bê kuştin.
Walî ji wan pirsî: «Ji herduyan hûn dixwazin ku ez kîjanî ji bo we berdim?» Wan jî got: «Barabas!»
Pîlatos got: «Nexwe ez bi Îsayê ku jê re dibêjin Mesîh çi bikim?» Hemûyan bersîv da: «Bila bê xaçkirin!»
Pîlatos pirsî: «Wî çi xerabî kiriye?» Lê ew hê bêtir qîriyan: «Bila bê xaçkirin!»
Gava Pîlatos dît ku tiştek ji destê wî nayê, lê hê bêtir hengame çêbibe, wî av hilda, li ber elaletê destê xwe şuşt û got: «Ez ji xwîna vî mirovî bêrî me. Ev karê we ye.»
Hemû xelkê bersîv da: «Bila xwîna wî di stûyê me û zarokên me de be!»
Hingê wî Barabas ji bo wan berda, Îsa da ber qamçiyan û da destê wan, da ku bê xaçkirin.
Hingê leşkerên walî Îsa birin qesrê û hemû tabûra leşkeran li ser serê wî civandin.
Wan ew tazî kir û xiftanekî sor li wî kirin.
Tacek ji stiriyan honandin û dan serê wî. Çîtikek kirin destê wî yê rastê, li ber wî çûn ser çokan, tinazên xwe pê kirin û gotin: «Bijî padîşahê Cihûyan!»
Tif kirinê, çîtik ji dest standin û li serê wî xistin.
Piştî ku tinazên xwe pê kirin, xiftan hilanîn û cilên wî lê kirin. Piştre ew birin ku wî xaç bikin.
Gava ku derketin derve, wan yekî Kûrênî dît ku navê wî Şimûn bû, wan bi zorê xaça Îsa bi wî dan hilgirtin.
Çaxê ew hatin wî cihê ku jê re ‹Golgota› digotin – ku tê mana «Qoqê Serî» –
wan li wir şerab û zirav tevlihevkirî danê. Lê dema ku Îsa tam kir, nexwest vexwe.
Piştî ku wan ew xaç kir, wan cilên wî bi pişk li xwe leva kirin.
Û li wir rûniştin û çavdêriya wî kirin.
Nivîsa sûcdarkirinê raserî serê wî danîn: EV ÎSAYÊ PADÎŞAHÊ CIHÛYAN E.
Hingê du rêbir jî bi wî re hatin xaçkirin; yek li milê wî yê rastê, yê din li milê wî yê çepê.
Yên ku di wir re derbas dibûn, serê xwe dihejandin, Îsa şermezar dikirin
û digotin: «Ka teyê Perestgeh hilweşanda û di sê rojan de ava bikira! Eger tu Kurê Xwedê bî, ji xaçê were xwarê û xwe xilas bike!»
Bi vî awayî serekên kahînan, Şerîetzan û rihspiyan jî tinazên xwe pê dikir û digotin:
«Yên din xilas kirin, lê nikare xwe xilas bike! Ew Padîşahê Îsraêlê ye! Ka bila niha ji xaçê bê xwarê, emê baweriyê bi wî bînin.
Ew xwe dispêre Xwedê. Eger Xwedê ji wî hez bike, bila niha wî xilas bike. Çimkî wî got: ‹Ez Kurê Xwedê me.›»
Rêbirên ku bi wî re hatibûn xaçkirin jî bi vî awayî ew şermezar kirin.
Piştî nîvro saet ji diwanzdehan heta saet sisiyan tarî ket ser seranserê welêt.
Saet li dora sisiyan Îsa bi dengekî bilind qîriya: «Elî, Elî, lama sabaxtanî?» ku tê maneya: «Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez berdam?»
Gava hin ji yên ku li wir rawesta bûn ev bihîstin, gotin: «Ew gazî Êlyas dike.»
Di cih de yek ji wan bezî û avgirek hilda. Wî ew bi sihikê tije kir, bi serê çîtikekê ve danî û dirêjî Îsa kir ku vexwe.
Yên din jî gotin: «Ka bihêle, em bibînin ma Êlyas wê bê ku wî xilas bike.»
Îsa careke din bi dengekî bilind qîriya û ruhê xwe da.
Di wê gavê de perda Perestgehê ji serî heta binî çiriya û bû du perçe. Erd hejiya û lat qelişîn.
Gor vebûn û gelek kesên pîroz ên ku miribûn, rabûn.
Ew ji goran derketin û piştî rabûna Îsa çûn Bajarê Pîroz û ji aliyê gelekan ve hatin dîtin.
Gava sersed û yên ku bi wî re çavdêriya Îsa dikirin erdhejîn û tiştên bûyî dîtin, ji tirsa bizdiyan û gotin: «Bi rastî jî, ev Kurê Xwedê bû!»
Gelek jin li wir bûn û ji dûr ve temaşe dikirin. Ew ji Celîlê li pey Îsa hatibûn û ji wî re xizmet kiribûn.
Meryema Mejdelanî, Meryema diya Aqûb û Ûsiv û diya kurên Zebedî di nav wan de bûn.
Gava ku bû êvar, mirovekî dewlemend ê ji Arîmetyayê hat. Navê wî Ûsiv bû û ew bi xwe jî şagirtê Îsa bû.
Çû ba Pîlatos û cesedê Îsa jê xwest. Pîlatos jî emir kir ku bidin wî.
Ûsiv cesed hilanî, bi cawekî paqij ê keten pêça
û ew di gora xwe ya nû de ya ku di latê de kolabû veşart. Wî kevirekî mezin gêr kir ber devê gorê û çû.
Meryema Mejdelanî û Meryema din li pêşberî gorê rûniştibûn.
Dotira rojê – rojekê piştî roja Amadekirinê – serekên kahînan û Fêrisî çûn ba Pîlatos û gotin:
«Ezbenî, di bîra me de ye hê ku ewê xapînok dijiya, gotibû: ‹Piştî sê rojan ezê rabim.›
Ji bo vê yekê emir bide, da ku gor heta sê rojan bê parastin. An na, şagirtên wî dikarin bên cesedê wî bidizin û ji gel re bêjin ku ew ji nav miriyan rabûye. Hingê xapandina dawîn wê ji ya pêşî xerabtir be.»
Pîlatos got: «Nobedarên di emrê we de hene. Herin û hûn çawa dizanin, wisa gorê biparêzin.»
Ew jî çûn gor parastin, kevir mor kirin û nobedar danîn ber.
Piştî Şemiyê, roja pêşî ya heftiyê serê sibê zû Meryema Mejdelanî û Meryema din çûn ku li gorê binêrin.
Ji nişkê ve erdhejîneke mezin çêbû. Çimkî milyaketekî Xudan ji ezmên hat xwarê, çû ser gorê, kevir gêr kir û li ser rûnişt.
Dîtina wî wek birûskê bû û cilên wî wek berfê spî bûn.
Nobedar ji tirsa wî lerizîn û bûn wek miriyan.
Milyaket ji jinan re got: «Hûn netirsin, ez dizanim ku hûn li Îsayê ku hatibû xaçkirin digerin.
Ew ne li vir e, wek ku wî gotibû, ew rabûye. Werin û wî cihê ku ew lê dirêjkirî bû bibînin.
Îcar zû herin ji şagirtên wî re bêjin: ‹Ew ji nav miriyan rabûye û niha beriya we diçe Celîlê. Hûnê wî li wê derê bibînin. Va ye min ji we re got.›»
Jin bi lez ji gorê vegeriyan, bi tirs û bi şahiyeke mezin bezîn, da ku ji şagirtên wî re bêjin.
Ji nişkê ve Îsa rastî wan hat û got: «Silav li we.» Ew nêzîkî wî bûn, xwe avêtin lingên wî û perizînê.
Hingê Îsa ji wan re got: «Netirsin. Herin û ji birayên min re bêjin, bila biçin Celîlê. Li wir ewê min bibînin.»
Gava ku hê jin di rê de bûn, hinek ji nobedaran gihîştin bajêr û hemû tiştên bûyî ji serekên kahînan re gotin.
Piştî ku serekên kahînan bi rihspiyan re civiyan û şêwirîn, gelek pere dan leşkeran
û gotin: «Bêjin: ‹Gava ku bi şev em razayî bûn şagirtên wî hatin û ew dizîn.›
Eger ev bigihîje guhê walî, emê wî qanî bikin û xemê bi we nadin xwarin.»
Wan jî pere standin û wek ku li wan hatibû şîretkirin, kirin. Ev gotin heta îro jî di nav Cihûyan de belav bûye.
Her yanzdeh şagirt çûn Celîlê, wî çiyayê ku Îsa ji wan re gotibû herinê.
Gava ku wan ew dît, perizîn wî; lê hinek ji wan dudilî bûn.
Hingê Îsa nêzîkî wan bû û ji wan re got: «Li erdê û li ezmên hemû desthilatî ji min re hatiye dayîn.
Loma herin û hemû miletan bikin şagirtên min: Wan bi navê Bav, Kur û Ruhê Pîroz imad bikin,
hemû tiştên ku min li we emir kirine, hînî wan bikin, da ku pêk bînin. Va ye, ez herdem heta dawiya dinyayê bi we re me.»
Ev destpêka Mizgîniya Îsa Mesîhê Kurê Xwedê ye.
Di nivîsara Îşaya pêxember de weha hatiye nivîsîn: «Va ye, ez qasidê xwe di pêşiya te de dişînim. Ewê riya te amade bike.
‹Dengek li çolê gazî dike: Riya Xudan amade bikin, Şiveriyên wî sererast bikin!› »
Û Yûhennayê imadkar li çolê derket meydanê, mirov hîn dikirin ku tobe bikin, da ku li gunehên wan bê bihûrtin û ew bên imadkirin.
Hemû xelkê Cihûstanê û tevahiya Orşelîmiyan dihatin ba wî, gunehên xwe eşkere dikirin û di Çemê Urdunê de bi destê wî imad dibûn.
Yûhenna cilekî ji pirça devê li xwe kiribû û li pişta wî jî qayîşeke çermîn hebû. Wî kulî û hingivê çolê dixwarin.
Wî dida bihîstin û digot: «Yê ku piştî min tê, ji min hêzdartir e û ez ne hêja me ku xwe bitewînim û benên çaroxa wî jî vekim.
Min hûn bi avê imad kirin, lê ewê we bi Ruhê Pîroz imad bike.»
Îcar wan rojan Îsa ji bajarê Nisreta Celîlê hat û bi destê Yûhenna di Çemê Urdunê de imad bû.
Îsa ji avê derket derneket, dît ku ezman qelişî û Ruh wek kevokekê li ser wî danî.
Û dengek ji ezmanan hat: «Tu yî Kurê min ê delal. Dilê min bi te xweş e.»
Di cih de Ruh, berê Îsa da çolê,
ew çil rojî li çolê ma û ji aliyê Îblîs ve hat ceribandin. Ew bi heywanên çolê re ma û milyaketan jê re xizmet dikir.
Piştî girtina Yûhenna, Îsa hat herêma Celîlê û dest bi dayîna Mizgîniya Xwedê kir
û got: «Wext hat, Padîşahiya Xwedê nêzîk bûye; tobe bikin û baweriya xwe bi Mizgîniyê bînin!»
Gava ku Îsa di perê Gola Celîlê re diçû, Şimûn û birayê wî Endrawis dîtin. Wan tor davêtin golê, çimkî ew masîgir bûn.
Îsa ji wan re got: «Li pey min werin, ezê we bikim nêçîrvanên mirovan.»
Wan jî di cih de torên xwe hiştin û li pey wî çûn.
Dema ku Îsa ji wê derê hinekî pêşve çû, kurên Zebedî, Aqûb û birayê wî Yûhenna dîtin. Wan di qeyikê de torên xwe vediçinîn.
Îsa ew dîtin nedîtin gazî wan kir, wan jî bavê xwe bi karkeran re di qeyikê de hişt û li pey wî çûn.
Îcar ew gihîştin Kefernahûmê. Roja Şemiyê hat û nehat, Îsa çû kinîştê û dest bi hînkirinê kir.
Ew jî li hînkirina wî gelek şaş man. Çimkî wî ne wek Şerîetzanan, lê bi desthilatî hînî wan dikir.
Hema hingê di kinîşta wan de mirovek hebû ku ruhê nepak ew girtibû. Wî bi qîrîn got:
«Ya Îsayê Nisretî, te çi ji me ye? Ma tu hatî ku me helak bikî? Ez dizanim tu kî yî: Tu Pîrozê Xwedê yî!»
Îsa lê hilat û got: «Deng neke û derkeve!»
Ruhê nepak jî ew vehejand û bi dengekî bilind qîriya û jê derket.
Hemû heyirîn, ji hev pirsîn û gotin: «Ev çi kar e? Hînkirineke nû! Bi desthilatî ew emir li ruhên nepak dike û ew jî bi ya wî dikin.»
Û nav û dengê Îsa zûka li hawirdora Celîlê, li her cihî belav bû.
Îsa ji kinîştê derket derneket, bi Aqûb û Yûhenna re çû mala Şimûn û Endrawis.
Xesûya Şimûn bi tayêketî radiza. Di cih de ji bo wê, ji Îsa re gotin.
Ew jî çû ba wê, bi destê wê girt û rakir. Tayê ew berda û jinikê ji wan re xizmet kir.
Êvarê, piştî ku roj çû ava, xelkê hemû nexweş û yên cinoyî anîn ba wî.
Hemû xelkê bajêr li ber derî civiyabû.
Îsa gelek kesên bi nexweşiyên cûr bi cûr qenc kirin, gelek cin jî derxistin û nedihişt ku cin gotinekê bêjin. Çimkî wan dizanibû ku ew kî ye.
Bi berbangê re, serê sibê zû Îsa rabû û derket, çû cihekî bêpêjin û li wir dua kir.
Şimûn û yên bi wî re, li Îsa geriyan
û gava ku wan ew dît, jê re gotin: «Her kes li te digere.»
Wî ji wan re got: «Em herin cihêkî din, nav bajarên nêzîk, da ku ez li wan deran jî hîn bikim, çimkî ez ji bo vê yekê hatime.»
Îcar ew li hemû herêma Celîlê digeriya û di kinîştên wan de hîn dikir û cin derdixistin.
Û kotiyek hat, li ber Îsa çû ser çokan, lava kir û got: «Eger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî.»
Dilê Îsa pê şewitî, destê xwe dirêj kir, li wî da û got: «Ez dixwazim, paqij bibe!»
Û di cih de kotîbûn jê çû û ew paqij bû.
Îsa bi hişkî tembîh li wî kir, di cih de ew ji ba xwe rêkir
û ji wî re got: «Binêre! Ji kesî re tiştekî nebêje. Lê here, xwe nîşanî kahîn bide û tiştê ku Mûsa emir kiriye, pêşkêş bike, da ji wan re bibe şahidî, ku tu paqij bûyî.»
Lê ew derket, dest pê kir, bi eşkereyî peyivî û ev gotin belav kir, wisa ku Îsa êdî nikaribû bi eşkereyî here bajarekî, lê li derve, li cihên bêpêjin dima. Û xelk ji her aliyî ve dihatin ba wî.
Piştî çend rojan, dema ku Îsa vegeriya Kefernahûmê, hat bihîstin ku ew li mal e.
Mirov di malê de wisa pirr civiyabûn ku heta li ber derî jî cih nemabû. Îsa peyva Xwedê hînî wan dikir.
Îcar hin mirov hatin, felciyek ku ji aliyê çar kesan ve dihat hilgirtin anîn ba Îsa.
Lê gava ji ber elaletê rê nedîtin ku nêzîkî wî bibin, wan banê xaniyê ku ew lê dima qul kir û mirovê felcî tevî nivînên wî daxistin jêr.
Gava ku Îsa baweriya wan dît, wî ji yê felcî re got: «Lawo, li gunehên te hat bihûrtin.»
Hinek Şerîetzan li wir rûniştibûn û di dilê xwe de digotin:
«Ev mirov çima wisa dibêje? Çêran dike! Ma ji Xwedê pê ve, kî dikare li gunehan bibihûre?»
Îsa jî di cih de bi ruhê xwe bi fikrên wan hesiya û got: «Hûn çima tiştên weha di dilê xwe de dibêjin?
Ma kîjan hêsanîtir e? Mirov ji yê felcî re bêje: ‹Li gunehên te hat bihûrtin› an bêje: ‹Rabe, nivînên xwe hilîne û rêve here›?
Lê ji bo hûn bizanin ku desthilatiya Kurê Mirov heye ku li ser erdê li gunehan bibihûre…»
ji yê felcî re got: «Ez ji te re dibêjim: Rabe, nivînên xwe hilîne û here mala xwe.»
Zilam jî rabû, di cih de nivînên xwe hilanîn û li ber hemûyan derket û çû. Hemû jî heyirî man, pesnê Xwedê dan û gotin: «Me tiştekî wisa tu caran nedîtiye!»
Îsa careke din çû perê golê. Hemû elalet dihat ba wî û wî jî ew hîn dikirin.
Çaxê ku Îsa derbas dibû, Lêwiyê kurê Halfayos li cihê bacxanê rûniştî dît û jê re got: «Li pey min were.» Ew jî rabû û li pey wî çû.
Gava ku Îsa li mala Lêwî li ser xwarinê bû, gelek bacgir û gunehkar tevî wî û şagirtên wî li ser sifrê rûdiniştin, çimkî yên li pey wî diçûn gelek bûn.
Şerîetzanên ku Fêrisî bûn, dema ku Îsa bi bacgir û gunehkaran re li ser sifrê dîtin, ji şagirtên wî pirsîn: «Çima ew bi bacgir û gunehkaran re xwarinê dixwe?»
Gava ku Îsa ev bihîst, ji wan re got: «Ne yên saxlem, lê yên nexweş hewcedarê hekîm in. Ez nehatime gazî yên rast bikim, lê ez hatime gazî yên gunehkar bikim.»
Şagirtên Yûhenna û Fêrisî bi rojî bûn. Hinek hatin ba Îsa û jê pirsîn: «Çima şagirtên Yûhenna û yên Fêrisiyan rojiyê digirin, lê şagirtên te rojiyê nagirin?»
Îsa ji wan re got: «Heta zava bi wan re be, ma dibe ku xelkê dawetê rojiyê bigirin? Heta zava bi wan re be, ew nikarin rojiyê bigirin!
Lê rojên ku zava ji wan bê standin wê bên. Hingê, wê rojê, ewê rojiyê bigirin.
«Tu kes bi perçê qumaşê ku neçûye hev cilê kevin pîne nake. Eger bike, pînê nû ji cilê kevin diqete û cihê qetiyayî hê xerabtir dibe.
Û tu kes şeraba nû naxe meşkên kevin. Eger bixeyê, şerab wê meşkan bidirîne, hem şerab ziyan dibe, hem jî meşk. Na, şeraba nû dixin meşkên nû.»
Îsa rojeke Şemiyê di nav dexlan re dibihûrî. Çaxê şagirtên wî rêve diçûn, dest pê kirin, simbilên genim çinîn.
Fêrisiyan ji Îsa re got: «Binêre! Çima şagirtên te tiştê ku roja Şemiyê nabe dikin?»
Îsa li wan vegerand û got: «Ma we nexwendiye ku Dawid û yên pê re gava birçî bûn û hewcedariya wan hebû, wî çi kir?
Di dema Evyatarê Serokkahîn de ew ket Mala Xwedê û nanê pêşberiyê xwar, ku xwarina wî nanî ji bilî kahînan ji kesî din re çênabe. Bi ser de jî, Dawid nan da yên bi xwe re.»
Hingê Îsa ji wan re got: «Roja Şemiyê ji bo mirovan hat danîn, ne ku mirov ji bo roja Şemiyê!
Bi vî awayî Kurê Mirov Xudanê roja Şemiyê ye jî.»
Îcar Îsa careke din ket kinîştê. Li wê derê mirovek hebû ku destê wî hişk bûbû.
Çavên wan li Îsa bûn, ka ewê roja Şemiyê wî qenc bike, da ku wî sûcdar bikin.
Îsa ji mirovê ku destê wî hişk bûbû re got: «Ka rabe, li navendê raweste!»
Piştre ji wan re got: «Ma di roja Şemiyê de qencîkirin an xerabîkirin, xilaskirina jiyana mirovekî an kuştin cayîz e?» Lê wan devê xwe girt.
Îsa bi hêrs li wan ên ku li hawirdora wî bûn nêrî, ji ber serhişkiya wan xemgîn bû û ji zilam re got: «Destê xwe dirêj bike.» Wî jî dirêj kir û destê wî qenc bû.
Fêrisî derketin derve û di cih de bi alîgirên Hêrodês re şêwirîn, ka ewê çawa Îsa bidin kuştin.
Îsa bi şagirtên xwe ve xwe da perê golê. Ji Celîlê elaleteke mezin li pey wî hat.
Gava ku wan kirinên wî bihîstin, ji Cihûstanê, ji Orşelîmê, ji Îdûmeyê û ji aliyê Urdunê, ji herêma Sûr û Saydayê gelek mirov hatin ba wî.
Hingê Îsa ji şagirtên xwe re got ku ji wî re qeyikekê amade bikin, da ku di nav elaletê de neyê dehfandin.
Çimkî wî gelek kes qenc kiribûn, wisa ku yên êşên wan hebûn, ji bo ku destê xwe li wî bidin, li wî teng dikirin.
Dema ku ruhên nepak ew didîtin, li ber wî deverû xwe davêtin erdê, diqîriyan û digotin: «Tu Kurê Xwedê yî!»
Lê Îsa hişk li wan emir dikir, da ji kesî re nebêjin ku ew kî ye.
Îsa hilkişiya çiyê û kesên ku wî dixwestin gazî ba xwe kirin. Ew jî hatin ba wî.
Wî diwanzdeh kes hilbijartin ku bi wî re bimînin û wan bişîne ku Mizgîniyê bidin, navê wan kir Şandî
û wî desthilatî da wan ku cinan derxin.
Diwanzdeh kesên hilbijartî ev in: Şimûn – ku navê wî kir Petrûs –
Aqûbê Zebedî û birayê wî Yûhenna – wî navê Boanerces li wan kir, ku tê mana «Kurên Gurîna Ezmên» –
Endrawis, Filîpos, Bertolomeyos, Metta, Tûma, Aqûbê kurê Halfayos, Tedayos, Şimûnê welatparêz
û Cihûdayê Îsxeryotî yê ku Îsa da dest.
Paşê Îsa çû malekê. Dîsa ewqas elalet civiya, wisa ku nikaribûn xwarinê jî bixwin.
Dema mirovên wî ev yek bihîstin, derketin ku wî bigirin, çimkî wan digot: «Wî hişê xwe winda kiriye!»
Û Şerîetzanên ku ji Orşelîmê daketibûn, digotin: «Belzebûl bi wî re ye. Ew bi destê mîrê cinan, cinan derdixe!»
Îsa jî ew gazî ba xwe kirin û bi meselan ji wan re got: «Îblîs çawa dikare Îblîs derxe?
Eger di nav padîşahiyekê de dubendî hebe, ew padîşahî nikare bimîne.
Û eger di nav malekê de dubendî hebe, ew mal nikare bimîne.
Û eger Îblîs li hember xwe rabe û bi xwe re bikeve dubendiyê, nikare bimîne û êdî dawiya wî hatiye.
Lê belê tu kes nikare bikeve mala mêrxasekî û talan bike. Divê pêşî wî mêrxasî girêde û piştre mala wî talan bike.
«Bi rastî ez ji we re dibêjim, hemû guneh û çêrên kurên mirovan wê li wan bên bihûrtin,
lê belê kî ku çêrî Ruhê Pîroz bike, tu caran lê nayê bihûrtin; ew bi gunehê herheyî sûcdar e.»
Îsa weha peyivî, çimkî wan digot: «Ruhê nepak bi wî re heye.»
Dê û birayên Îsa hatin, li derve rawestan, yek şandin pey wî û gazî wî kirin.
Elalet li dora wî rûdinişt, îcar jê re gotin: «Va ye, diya te û birayên te li derve ne, li te digerin.»
Îsa li wan vegerand û got: «Diya min û birayên min kî ne?»
Hingê li kesên li dora xwe rûniştî nêrî û got: «Va ne, diya min û birayên min!
Kî ku daxwaza Xwedê bîne cih, birayê min, xwişka min û diya min ew e.»
Îsa dîsa li perê golê dest bi hînkirinê kir. Elaleteke wisa mezin li dora wî civiya ku ew li qeyika li ser golê siwar bû û rûnişt. Hemû elalet li perê golê bû
û wî gelek tişt bi meselan hînî wan dikir. Di hînkirina xwe de got:
«Guhdarî bikin! Cotkar derket ku tov biçîne.
Çaxê wî tov direşand, hinek jê ket tenişta rê, teyr hatin û ew xwarin.
Û hinek ket ser erdê kevirî yê ku axa wî kêm bû û ji ber ku ax ne kûr bû, ew zû şîn bû.
Gava roj hilat, ew kizirî; ji ber ku rayê wî tunebû, hişk bû.
Û hinekî din ket nav stiriyan, stirî mezin bûn û ew fetisandin û wî ber neda.
Û hinek ket ser erdekî qenc û şîn bû, mezin bû û ber da, hinekan sî, hinekan şêst, hinekan sed qat ber dan.»
Û Îsa ji wan re got: «Ewê ku guhên wî ji bo bihîstinê hene, bila bibihîze.»
Gava Îsa bi tenê ma, diwanzdehan û kesên ku li hawirdora wî bûn li ser meselan jê pirsîn.
Wî li wan vegerand û got: «Sirên Padîşahiya Xwedê ji we re hatine dayîn, lê ji bo wan ên ku li derve ne, her tişt bi meselan tê gotin,
da ku: ‹Çiqas bibînin jî tênegihîjin; Çiqas bibihîzin jî fêm nekin; Nebe ku vegerin û li wan bê bihûrtin.› »
Îsa ji wan re got: «Ma hûn vê meselê fêm nakin? Nexwe hûnê çawa hemû meselan fêm bikin?
Cotkar peyvê diçîne.
Yên li tenişta rê, ew cihê ku peyv lê hatiye çandin, ew in ku dibihîzin, lê di cih de Îblîs tê û peyvê ji dilê wan dertîne.
Yên li ser erdê kevirî hatine çandin jî ew in ku gava peyvê dibihîzin, di cih de bi şahî wê qebûl dikin,
lê ji ber ku rayê wan tune, ew tenê demeke kurt dimînin. Dema ku ji bo peyvê cefa û tengahiyê dibînin, zû ji rê derdikevin.
Û yên di nav stiriyan de hatine çandin ew in, ku peyvê dibihîzin,
lê xema vê dinyayê û xapandina dewlemendiyê û xwestina tiştên din dikevin navê û peyvê difetisînin û peyv bêber dimîne.
Û yên di erdê qenc de hatine çandin ew in ku peyvê dibihîzin, qebûl dikin. Hinek sî, hinek şêst û hinek jî sed qatî ber didin.»
Û Îsa ji wan re got: «Gava qendîlê tînin hundir, ma ji bo ku bixin bin melkebê an jî bin nivînan tînin? Ma ne ji bo danîna ser şamdankê ye?
Tu tiştê veşartî tune ku neyê eşkerekirin, ne jî tiştekî nixumandî heye ku nekeve ber ronahiyê.
Guhên kê ji bo bihîstinê hebin, bila bibihîze.»
Û wî ji wan re got: «Bala xwe bidin tiştên ku hûn dibihîzin. Hûn bi kîjan pîvanê bipîvin, bi wê pîvanê wê ji we re jî bê pîvandin û bi ser de jî wê bê zêdekirin.
Çimkî bi kê re hebe, wê bêtir ji wî re bê dayîn û bi kê re tunebe, tiştê ku pê re heye jî, wê jê bê standin.»
Û Îsa got: «Padîşahiya Xwedê dimîne vê yekê: Zilamek li erdê tov diçîne.
Bi şev radize, bi roj radibe, tov şîn dibe û mezin dibe û mirov nizane ku ev çawa dibe.
Erd ji ber xwe ber dide; pêşî zîl dide, piştre diseride, paşê jî liba gihîştî di simbil de dide.
Gava ku ber digihîje, mirov êdî dasê davêjê, çimkî dema dirûna wî hatiye.»
Îsa got: «Gelo em Padîşahiya Xwedê bimînînin çi? An jî em wê bi kîjan meselê bêjin?
Ew dimîne liba xerdelê. Gava tê çandin, ji hemû tovên li ser erdê biçûktir e.
Lê gava digihîje, ji hemû pincaran mezintir dibe û çiqilên mezin dide, wisa ku teyrên ezmên dikarin di bin siya wê de bi cih bibin.»
Bi gelek meseleyên bi vî awayî li gor ku ew têdigihîştin, wî peyv ji wan re digot.
Bê mesele ji wan re tiştek nedigot, lê gava ew bi tenê bûn, ji şagirtên xwe re her tişt vedikir.
Wê rojê, gava ku bû êvar, Îsa ji şagirtên xwe re got: «Em derbasî wî aliyê golê bibin.»
Şagirt ji elaletê veqetiyan, ketin qeyika ku Îsa tê de bû û wan ew bi xwe re bir. Qeyikên din jî bi wî re bûn.
Îcar bagereke mezin rabû, pêlan wisa li qeyikê dixist ku êdî ew bi avê tije dibû.
Lê Îsa di paşiya qeyikê de serê xwe danîbû ser balgehekê û radiza. Wan ew hişyar kir û gotin: «Mamoste, ma ne xema te ye ku em helak bibin?»
Îsa rabû, li bayê hilat û emir li golê kir: «Raweste, bêdeng be!» Ba sekinî, bêpêjiniyeke mezin çêbû.
Îsa ji şagirtan re got: «Hûn çima ditirsin? Ma hê baweriya we tune?»
Tirseke mezin ket ser wan û ji hevdû re gotin: «Gelo ev kî ye ku hem ba, hem jî gol bi ya wî dikin?»
Ew derbasî aliyê din ê Gola Celîlê bûn û gihîştin herêma Girasîniyan.
Gava ku Îsa ji qeyikê derket, wê gavê ji nav goristanê mirovek rastî wî hat ku bi ruhê nepak ketibû.
Ew di nav goran de dijiya û tu kesî nikaribû bi zincîran jî wî girêde;
çimkî gelek caran ew bi qeyd û zincîran girêdabûn, lê wî zincîr qetandibûn û qeyd şikandibûn. Tu kesî nikaribû ew zeft bikira.
Hergav, bi şev û roj di goristanan de, li serê çiyan diqîriya û xwe bi keviran birîndar dikir.
Gava wî Îsa ji dûr ve dît, bi lez hat, jê re çû ser çokan
û bi dengekî bilind qîriya û got: «Ya Îsa, Kurê Xwedayê Herî Berz, ma te çi ji min e? Ji bo xatirê Xwedê, min nede ezabê!»
Çimkî Îsa gotibû: «Hey ruhê nepak, ji vî mirovî derkeve!»
Îsa jê pirsî: «Navê te çi ye?» Wî jî got: «Navê min Lejyon e, çimkî em gelek in.»
Wî pirr ji Îsa lava kir ku ew wan neşîne derveyî wê herêmê.
Û li wir, li pala çiyê garaneke mezin a berazan diçêriya.
Ruhên nepak ji Îsa lava kirin û gotin: «Me bişîne nav berazan ku em bikevin nav wan.»
Wî jî destûr da wan, ruhên nepak jî derketin û ketin nav berazan. Ew garana ku nêzîkî du hezar beraz bû, wê xwe di kaşê re avêt golê û xeniqî
Gavanên berazan reviyan û ev xeber li bajêr û li gundan belav kirin. Û xelk jî hatin ku tiştên bûyî bibînin.
Ew hatin ba Îsa û wan ew mirovê ku lejyoneke cinan tê de bû, bi cil û li ser hişê xwe û rûniştî dîtin. Hingê ew tirsiyan.
Yên ev yeka ku ji wî mirovê cinoyî re hat kirin û tiştê ku bi berazan hat, dîtin, ji xelkê re gotin.
Û wan dest pê kir lava ji Îsa kirin ku ew ji herêma wan here.
Gava Îsa ket qeyikê, ew mirovê ku cinoyî bû jê lava kir ku bi wî re here.
Lê Îsa nehişt û jê re got: «Vegere mala xwe û ji maliyên xwe re bêje ku Xudan ji bo te çi kir û çawa li te hat rehmê.»
Ew jî çû û eva ku Îsa ji bo wî kiribû li herêma Dêkapolîsê belav kir û her kes şaş ma.
Gava Îsa dîsa bi qeyikê derbasî aliyê din bû, elaleteke mezin li dora wî civiya. Ew li perê golê disekinî.
Yek ji serekên kinîştê ku navê wî Yayîros bû, hat ba wî. Gava wî Îsa dît, xwe avêt ber lingên wî,
jê gelek lava kir û got: «Keçika min a biçûk li ber mirinê ye. Were û destên xwe deyne ser wê, da ku ew qenc bibe û bijî.»
Îsa rabû bi wî re çû. Elaleteke mezin li pey wî diçû û der û dor lê teng dikir.
Û jinikek li wir hebû ku ji diwanzdeh salan ve xwîn jê diçû.
Wê ji destê gelek hekîman gelek êş kişandibû û hemû hebûna xwe mezaxtibû, dîsa feyde nedîtibû, lê hê xerabtir bûbû.
Jinikê tiştên ku li ser Îsa hatibûn gotin, bihîstibû. Di nav elaletê de ji pişt ve hat û destê xwe li kirasê wî da.
Çimkî wê di dilê xwe de digot: «Bi tenê ez destê xwe li kirasê wî bidim, ezê qenc bibim.»
Û di cih de xwîna ku jê diçû çikiya û jinikê jî ji bedena xwe fêm kir ku ji êşa xwe qenc bû.
Îsa di cih de pê hesiya ku hêzek jê çû, di nav elaletê de zivirî û pirsî: «Kê destê xwe li cilên min da?»
Şagirtên wî gotin: «Tu dibînî ku elaletê der û dor li te teng kiriye, hê jî tu dibêjî: ‹Kê destê xwe li min da?›»
Lê Îsa çav li dora xwe digerand ku bibîne, kê ev kiriye.
Jinikê dizanibû ku çi bi wê hatiye kirin, bi tirs û lerz hat û xwe avêt ber lingên wî û hemû rastî got.
Îsa ji wê re got: «Keça min, baweriya te tu qenc kirî. Bi silamet here û ji êşa xwe sax bibe.»
Îsa hê dipeyivî, ji mala serekê kinîştê mirov hatin û gotin: «Keçika te mir. Tu çima hê mamoste diwestînî?»
Gava Îsa ev bihîst, wî ji serekê kinîştê re got: «Netirse, bi tenê bawer bike!»
Wî nehişt ku ji bilî Petrûs, Aqûb û birayê wî Yûhenna kes li pey wî bê.
Çaxê gihîştin mala serekê kinîştê, Îsa dît ku dikin qîjeqîj, digirîn û diqîrin.
Gava ew ket hundir, ji wan re got: «Çima hûn dikin qîjeqîj û digirîn? Zarok nemiriye, lê di xew de ye.»
Îcar ew pê keniyan. Lê Îsa hemû derxistin derve, dê û bavê zarokê û her sê şagirtên xwe birin û ket cihê ku zarok lê bû.
Destê zarokê girt û jê re got: «Talîta qûm!» ku bê wergerandin: «Keçikê, ez ji te re dibêjim: Rabe!»
Keçik di cih de rabû û geriya. Ew diwanzdeh salî bû. Îcar ew yekcar şaş man.
Îsa hişk li wan emir kir ku vê yekê ji kesî re nebêjin û ji wan re got ku xwarinê bidin keçikê.
Îsa ji wir derket û çû bajarê xwe. Şagirtên wî jî li pey wî çûn.
Çaxê bû roja Şemiyê, wî di kinîştê de dest bi hînkirinê kir û gelekên ku ew bihîstin, gelek şaş man û gotin: «Vî mirovî ev tişt ji ku derê anîn? Ev çi şehrezayî ye ku jê re hatiye dayîn? Ev çi keramet in ku bi destê wî çêdibin?
Ma ev ne xerat e? Ma ev ne kurê Meryemê û birayê Aqûb, Yûsês, Cihûda û Şimûn e? Ma xwişkên wî ne li vir di nav me de ne?» Bi vî awayî ew ji wî enirîn.
Îsa jî ji wan re got: «Pêxemberek ji bajarê xwe, di nav mirovên xwe de û ji mala xwe pê ve, li cihên din ne bê siyanet e.»
Wî li wê derê nikaribû tu keramet bikira, bi tenê destên xwe danîn ser çend nexweşan û ew qenc kirin.
Îsa li bêbaweriya wan şaş ma. Îsa li gundên hawirdorê digeriya û hîn dikir.
Wî her diwanzdeh gazî ba xwe kirin û dest pê kir, ew cot bi cot şandin û li ser ruhên nepak desthilatî da wan.
Li wan emir kir û got: «Ji bo rêwîtiyê ji bilî dar tu tiştî bi xwe re nebin: Ne nan, ne tûr û ne jî di kemberê de pere.
Çaroxên xwe bikin piyê xwe, lê du kirasan wernegirin.»
Ser ve zêde kir û got: «Her li ku derê ku hûn bikevin malekê, heta ku hûn ji wî cihî derkevin, li wê malê bimînin.
Ew cihên ku we qebûl nekin û guh nedin gotina we jî, gava hûn ji wir herin, toza lingên xwe biweşînin, da ku ev ji bo wan bibe şahidî.»
Ew jî bi rê ketin û wan hîn kir ku mirov tobe bikin.
Wan gelek cin derdixistin û rûn li gelek nexweşan didan û ew qenc dikirin.
Û Hêrodês padîşah ev yek bihîst, çimkî nav û dengê Îsa derketibû. Hinekan digot: «Ev Yûhennayê imadkar e ku ji nav miriyan rabûye. Ji ber vê yekê karên hêzdar bi destê wî tên kirin.»
Lê hinekan jî digot: «Ev Êlyas e.» Hinekên din jî digotin: «Ev pêxemberek wek pêxemberên dema berê ye.»
Lê gava Hêrodês ev yek bihîst, wî got: «Yûhennayê ku min serê wî jêkiriye, ji nav miriyan rabûye.»
Çimkî Hêrodês bi xwe Yûhenna dabû girtin, girêdabû û avêtibû zîndanê. Wî ev ji ber Hêrodiya jina Filîposê birayê xwe kir, çimkî wî ew ji xwe re anîbû.
Lê Yûhenna jê re gotibû: «Nabe ku tu jinbira xwe bînî.»
Loma kîna Hêrodiya ji Yûhenna hebû, dixwest ku wî bide kuştin, lê bi ser nediket,
çimkî Hêrodês ji Yûhenna ditirsiya û ew diparast; ji ber ku dizanibû Yûhenna mirovekî rast û pîroz e. Gava ku guhê xwe dida gotina wî, ew heyirî dima, lê dîsa jî bi dilxweşî guhdariya wî dikir.
Îcar fersendek derket. Hêrodês ji bo rojbûyîna xwe ziyafetek da malmezin, serdarên leşkerî û giregirên Celîlê.
Gava keça Hêrodiyayê ket hundir, reqisî û ev yek li Hêrodês û vexwendiyên li ser sifrê rûniştî xweş hat. Hingê padîşah ji keçikê re got: «Tu ji min her çi dixwazî bixwaze, ezê bidim te.»
Û wî jê re ji dil sond xwar û got: «Tu ji min her çi bixwazî, ezê bidim te, heta nîvê padîşahiya xwe jî!»
Keçik derket û çû ji diya xwe pirsî: «Ez çi bixwazim?» Diya wê jî got: «Serê Yûhennayê imadkar!»
Keçik hema bi lez çû ba padîşah û daxwaza xwe jê re got: «Ez dixwazim ku tu niha serê Yûhennayê imadkar li ser sêniyekê bidî min.»
Padîşah gelek xemgîn bû. Lê ji ber ku li pêşberî vexwendiyan sond xwaribû, nexwest soza ku daye wê, bişikêne.
Padîşah hema celad şand, emir lê kir ku serê Yûhenna bîne. Celad jî çû zîndanê, serê wî jêkir
û li ser sêniyekê anî û da keçikê. Wê jî ew bir û da diya xwe.
Gava ku şagirtên Yûhenna ev yek bihîstin, hatin cesedê wî birin û di gorekê de veşartin.
Û Şandî vegeriyan ba Îsa, her tiştê ku kiribûn û hîn kiribûn ji wî re gotin.
Îsa ji wan re got: «Hûn bi serê xwe werin cihekî bêpêjin û piçekî bîhna xwe vedin.» Ji ber ên ku diçûn û dihatin pirr bûn, wan fersend nedidît ku xwarinê jî bixwin.
Îcar ew bi serê xwe ketin qeyikekê û çûn cihekî bêpêjin.
Lê gelek kesên ku çûna wan dîtin ew nas kirin. Ji hemû bajaran peya bi lez ketin rê û beriya wan gihîştin wir.
Çaxê Îsa derket bejê, wî elaleteke mezin dît û dilê wî bi wan şewitî, çimkî mîna miyên bê şivan bûn. Dest pê kir, gelek tişt hînî wan kir.
Êdî ji ber ku wext dereng bû, şagirtên Îsa hatin û jê re gotin: «Ev der cihekî bêpêjin e, wext jî dereng e.
Bihêle ku ew herin gund û gundikên der û dorê û ji xwe re tiştên xwarinê bikirrin.»
Îsa li wan vegerand û got: «Hûn xwarinê bidin wan!» Şagirtan got: «Ma em herin bi du sed zîvî nên bikirrin û bi wan bidin xwarin?»
Îsa ji wan re got: «Herin binêrin, ka çend nanên we hene.» Gava ku wan zanî, gotin: «Pênc nan û du masî hene.»
Wî emir li wan kir ku hemûyan kom bi kom li mêrgê bidin rûniştin.
Ew jî ji komên ku ji sed kesî û pêncî kesî pêk hatibûn li erdê rûniştin.
Îsa her pênc nan û herdu masî hildan, li ezmên nêrî, şikir kir, nan şikandin û da şagirtên xwe, da ku ew deynin ber elaletê. Û herdu masî jî li hemû elaletê leva kir.
Hemûyan xwar û têr bûn.
Ji nan û masiyên ji ber wan mabûn diwanzdeh selik tije parî dan hev.
Hejmara yên ku ji wî nanî xwarin pênc hezar mêr bû.
Gava ku Îsa elalet verêdikir, wî zû pêstûrî li şagirtên xwe kir ku ew li qeyikê siwar bibin û ji beriya wî derbasî aliyê din ê golê, Beytsaydayê bibin.
Piştî xatir ji wan xwest, ji bo ku dua bike, çû çiyê.
Dema ku bû êvar, qeyik di nava golê de bû û Îsa jî bi serê xwe li perê avê bû.
Îsa dît ku şagirt di kişandina bêrikan de gelek zehmet dikişînin, çimkî ba ji hember wan ve dihat. Nêzîkî berbanga sibehê, Îsa li ser golê rêve çû û nêzîkî wan bû. Wî xwest ku di ber wan re derbas bibe,
lê gava wan dît ku Îsa li ser golê rêve diçe, wan got qey xeyaletekê dibînin û qîriyan.
Çimkî hemûyan jî ew dîtin û bizdiyan. Lê Îsa di cih de bi wan re peyivî û got: «Bi zirav bin! Ez im. Netirsin!»
Hingê ew li ba wan, li qeyikê siwar bû û ba rawesta. Şagirt bi carekê şaş man,
çimkî wan ew bûyera li ser nên fêm nekiribû; hişê wan giran bûbû.
Gava ew derbasî aliyê din bûn, wan qeyik girêda, ketin bejê û hatin bajarê Cênîsartê.
Ew ji qeyikê peya bûn û xelkê di cih de Îsa nas kir.
Xelk bi lez li seranserê herêmê geriya, cihê ku Îsa lê bû hîn bûn û hemû nexweş bi nivînên wan ve anîn.
Her cihên ku Îsa diçûyê, bajar be, gund be û gundik be, nexweş li ser meydanan vedizelandin û ji bo ku bi tenê destê xwe li rêşiyên kirasê wî bidin, lava dikirin. Hemû yên ku destê xwe lê didan, qenc dibûn.
Fêrisî û hinek Şerîetzanên ku ji Orşelîmê hatibûn, li dora Îsa civiyan.
Û dîtin ku hinek ji şagirtên wî bi destên murdar xwarinê dixwin, yanî ne bi destên li gor adetê şuştî.
– Fêrisî û hemû Cihû adetên bav û kalên xwe digirin, heta ku destên xwe baş neşon, xwarinê naxwin
û çaxê ji sûkê tên jî, heta ku avê bi xwe de nekin, naxwin. Gelek adetên din jî hene ku ji bav û kalan distînin û bi cih tînin: Wek şuştina tas, şerbik û firaxên sifir. –
Îcar Fêrisî û Şerîetzanan ji Îsa pirsîn: «Çima şagirtên te adetên bav û kalan nagirin, lê bi destên murdar xwarinê dixwin?»
Wî li wan vegerand û got: «Îşaya ji bo we durûyan rast pêxemberîtî kiriye! Wek ku hatiye nivîsîn: ‹Ev gel bi devê xwe rûmetê dide min, Lê dilê wan ji min dûr e.
Bi pûçîtî diperizin min, Di hîndariya xwe de, emrên mirovan hîn dikin.›
«Hûn emrê Xwedê dihêlin û xwe bi adetên mirovî ve girêdidin.»
Û wî ji wan re got: «Hûn ji bo adetên xwe çi xweş emrê Xwedê jî didin aliyekî.
Çimkî Mûsa gotiye: ‹Qedrê dê û bavê xwe bigire› û ‹Yê ku tiştê xerab ji dê an bavê xwe re bêje, divê bê kuştin.›
Lê hûn dibêjin: ‹Eger mirovek ji dê an jî ji bavê xwe re bêje: Ew alîkariya ku wê ji min bigihîşta te, «qurban» e›, ku tê mana «diyariyeke ji Xwedê re»
êdî hûn nahêlin ew qet tiştekî ji dê û bavê xwe re bike!
Bi vî awayî, bi adetên xwe yên ku hûn derbasî nifşên nû dikin, hûn peyva Xwedê radikin. Û hûn gelek tiştên weha dikin.»
Îsa careke din elalet gazî ba xwe kir û ji wan re got: «Hûn hemû guhdariya min bikin û fêm bikin.
Tu tişt tune ku ji derve bikeve hundirê mirov û bikare wî murdar bike, lê ew tiştên ku ji hundirê mirov derdikevin, wî murdar dikin.
Gava ji elaletê veqetiya û hat malê, şagirtên wî mana wê meselê pirsîn.
Îsa li wan vegerand û got: «Ma hûn jî fêmkor in? Ma hûn fêm nakin, her çi tiştê ku ji derve dikeve hundirê mirov, nikare wî nepak bike.
Çimkî ew naçin dilê wî, lê diçin zikê wî û ji wir jî dertên derve.» Bi vê yekê Îsa hemû xwarin helal kirin.
Û got: «Ew tiştên ku ji dilê mirov derdikevin, wî murdar dikin.
Çimkî ji dilê mirov fikrên xerab derdikevin: Fuhûşî, dizî, kuştin,
zîna, çavbirçîtî, xerabî, hîlebazî, bêedebî, çavnebarî, çêr, quretî û bêaqilî.
Tevahiya van xerabiyan ji dil derdikevin û mirov murdar dikin.»
Îsa ji wê derê rabû çû herêma Sûrê. Çû malekê û nexwest ku kesek pê bizane, lê nikaribû veşartî bimîne.
Îcar jinikeke ku ruhê nepak bi keça wê ya biçûk re hebû, gava li ser Îsa bihîst, di cih de hat û xwe avêt ber lingên wî.
Jinik Yewnanî bû û bi eslê xwe ji Fînîkya Sûriyê bû. Wê ji Îsa lava kir ku cin ji keça wê derxe.
Îsa ji wê re got: «Bihêle ku pêşî zarok têr bibin, çimkî ne rast e ku mirov nanê zarokan bistîne û bavêje ber kûçikan.»
Lê jinikê got: «Erê ya Xudan, lê kûçik jî ji hûrikên zarokan ên bin sifrê dixwin.»
Wî ji jinikê re got: «Ji ber vê gotina te, tu dikarî herî, cin ji keça te derketiye.»
Jinik çû mala xwe, keçik di nav nivînan de raketî dît û cin jê derketibû.
Hingê ji Herêma Sûrê veqetiya, di nav Saydayê re derbas bû, di herêma Dêkapolîsê re hat Gola Celîlê.
Mirovekî kerr û lal anîn û jê lava kirin ku destê xwe deyne ser wî.
Îsa ew ji elaletê veqetand, tiliyên xwe xistin guhên wî, destê xwe tif da û li zimanê wî da.
Çavên xwe ber bi ezmên ve hildan, axîn kişand û got: «Effata!» ku tê mana «Vebe!»
Di cih de guhên wî bihîstin, zimanê wî vebû û bi awayekî zelal dest bi peyivînê kir.
Îsa tembîh li wan kir ku ji kesî re nebêjin. Lê wî çiqas zêde tembîh li wan dikir, wan ewqas zêdetir bûyer belav dikir.
Xelk gelek şaş ma û digotin: «Wî hemû tişt qenc kir: Hem guhên kerran vedike, hem jî lalan dipeyivîne.»
Di wan rojan de dîsa gava ku elaleteke mezin civiya û tiştekî wan tunebû ku bixwin, Îsa gazî şagirtên xwe kir û got:
«Dilê min bi vê elaletê dişewite, çimkî ev sê roj e ku bi min re ne û tiştekî wan tune ku bixwin.
Eger ez wan birçî bişînim malên wan, ewê di rê de dilbihûrî bibin û hin ji wan jî ji cihên dûr hatine.»
Şagirtên wî lê vegerandin û gotin: «Li vê çolê mirov ji ku derê dikare evqas mirovan têr bike?»
Îsa ji wan pirsî: «Çend nanên we hene?» Wan got: «Heft.»
Îsa li elaletê emir kir ku li erdê rûnin. Wî heft nan hildan, şikir kir, ew şikandin û dan şagirtên xwe ku deynin ber xelkê. Wan jî ew danîn ber wan.
Û çend masiyên wan ên biçûk jî hebûn. Îsa ji bo wan jî şikir kir û got: «Van jî deynin ber elaletê.»
Wan xwar û têr bûn û wan heft selik ji pariyên bermayî dan hev.
Hejmara yên ku xwarin, nêzîkî çar hezar mirov bû. Gava ku Îsa ew verêkirin,
di cih de bi şagirtên xwe ve ket qeyikê û çûn herêma Dalmanûtayê.
Fêrisî hatin û bi Îsa re dest bi munaqeşê kirin. Ji bo ku wî biceribînin, nîşanek ji ezmên jê dixwestin.
Îsa ji kûr ve axînek kişand û got: «Çima ev nifş li nîşanekê digere? Bi rastî ez ji we re dibêjim, ji vî nifşî re nîşanek nayê dayîn.»
Wî ew hiştin, dîsa ket qeyikê û derbasî aliyê din ê golê bû.
Îcar şagirtan ji bîr kiribûn ku bi xwe re nên bînin. Li ba wan, di qeyikê de ji nanekî pê ve, tiştek tunebû.
Îsa tembîh li wan kir û got: «Hay ji xwe hebin, xwe ji hevîrtirşkê Fêrisiyan û ji hevîrtirşkê Hêrodês biparêzin.»
Şagirt di nav xwe de peyivîn û gotin: «Ji ber ku nanê me tune, weha dibêje.»
Îsa dizanibû ku ew çi dibêjin û wî ji wan re got: «Hûn çima di nav xwe de dipeyivin ku nanê we tune? Ma hûn tênagihîjin û fêm nakin? Ma hişê we giran bûye?
Çavên we hene, ma hûn nabînin? Guhên we hene, ma hûn nabihîzin? Ma nayê bîra we,
çaxê ku min pênc nan ji bo pênc hezar mirov şikandin, ji pariyên nên we çend selikên tije dan hev?» Wan lê vegerand û gotin: «Diwanzdeh.»
«Û gava min heft nan ji bo çar hezar mirov şikandin, we çend selikên tije parî dan hev?» Wan got: «Heft.»
Îsa ji wan re got: «Ma hûn hê jî fêm nakin?»
Û ew hatin Beytsaydayê. Hinekan mirovekî kor anî ba Îsa û jê lava kirin ku destê xwe deyne ser.
Wî jî bi destê mirovê kor girt û ew derxist derveyî gund. Çaxê çavên wî bi tifa xwe şil kirin û destên xwe danîn ser wî, pirsî: «Ma tu tiştekî dibînî?»
Wî jî li jorê nêrî û got: «Ez mirovan dibijêrim, mîna daran in û rêve diçin.»
Careke din Îsa destên xwe danîn ser çavên wî, mirov bi baldarî nêrî û çavên wî vebûn û her tişt bi zelalî dît.
Îsa jî ew şand mala wî û jê re got: «Nekeve nav gund.»
Îsa bi şagirtên xwe ve çû gundên Qeyseriya Filîpos û di rê de ji şagirtên xwe pirsî: «Li gor gotina xelkê ez kî me?»
Wan lê vegerand û gotin: «Hinek dibêjin Yûhennayê imadkar e, hinek dibêjin Êlyas e, hinekên din jî dibêjin yek ji pêxemberan e.»
Îsa ji wan pirsî: «Lê hûn çi dibêjin? Bi ya we ez kî me?» Petrûs bersîva wî da û got: «Tu Mesîh î.»
Îsa jî li wan hişk emir kir ku li ser wî ji kesî re nebêjin.
Hingê Îsa dest pê kir şagirtên xwe hîn kirin ku divê Kurê Mirov gelek cefayê bikişîne, ji aliyê rihspî, serekên kahînan û Şerîetzanan ve bê redkirin, bê kuştin û roja sisiyan rabe.
Û wî ev bi eşkereyî got. Îcar Petrûs ew kişand aliyekî û lê hilat.
Lê Îsa zivirî û li şagirtên xwe nêrî, li Petrûs hilat û got: «Ji min dûr keve, Îblîs! Çimkî tu ne tiştên xwedayî, lê tiştên mirovî difikirî.»
Hingê Îsa elalet û şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û ji wan re got: «Eger yek bixwaze li pey min bê, bila xwe înkar bike, rahêje xaça xwe û li pey min bê.
Çimkî kî ku bixwaze jiyana xwe xilas bike, ewê wê winda bike; lê kî ku jiyana xwe di ber min û Mizgîniyê de winda bike, ewê wê xilas bike.
Mirovek hemû dinyayê bi dest bixe jî, lê jiyana xwe winda bike, çi feyda wî heye?
Ma mirov dikare çi di ber jiyana xwe de bide?
Kî ku di nav vî nifşê zînakar û gunehkar de ji min û ji gotinên min şerm bike, Kurê Mirov jî, gava di rûmeta Bavê xwe de tevî milyaketên pîroz bê, wê ji ber wî şerm bike.»
Û wî ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, hin ji van kesên ku li vir radiwestin, heta ku nebînin Padîşahiya Xwedê bi hêz tê, ew mirinê qet tam nakin.»
Piştî şeş rojan Îsa Petrûs, Aqûb û Yûhenna birin û ew bi xwe re derxistin çiyayekî bilind; li wir ew bi serê xwe bûn û dîtina wî li ber wan hat guhertin.
Cilên wî çîlspî bûn û ewqas dibiriqîn ku li ser rûyê erdê tu cilspîker nikaribû ew wisa spî bikirana.
Hingê Êlyas û Mûsa li wan xuya bûn û bi Îsa re peyivîn.
Petrûs ji Îsa re got: «Mamoste, çiqas qenc e ku em li vir in! Ka em sê holikan çêkin, yekê ji te re, yekê ji Mûsa re û yekê jî ji Êlyas re.»
Wî nizanibû ku çi bêje, ji ber ku ew gelek tirsiyabûn.
Hingê ewrek derket, li ser wan kir sî û dengek ji ewr hat: «Ev e Kurê min ê delal! Guhdariya wî bikin!»
Ji nişkê ve şagirtan li dora xwe nêrî, ji Îsa pê ve kesek nedîtin.
Çaxê ji çiyê dihatin xwarê, Îsa li wan emir kir ku heta Kurê Mirov ji nav miriyan ranebe, ew ji kesî re tiştên dîtî nebêjin.
Şagirtan ev peyv di dilê xwe de girt û ji hevdû pirsîn, ka mana rabûna ji nav miriyan çi ye.
Û wan jê pirsî: «Gelo, çima Şerîetzan dibêjin divê pêşî Êlyas bê?»
Wî jî ji wan re got: «Bi rastî, pêşî Êlyas tê û her tiştî sererast dike. Lê çima weha li ser Kurê Mirov hatiye nivîsîn ku ewê gelek cefayê bikişîne û biçûk bê dîtin?
Lê ez ji we re dibêjim, Êlyas hatiye û çawa ku li ser wî hatiye nivîsîn, çi ku dilê wan xwest bi wî kirin.»
Çaxê hatin ba şagirtên din, dîtin ku li dora wan elaleteke mezin civiyaye û Şerîetzan bi wan re munaqeşê dikin.
Îcar gava ku hemû elaletê Îsa dît, gelek ecêbmayî ma û bi bez çûn pêşiya wî û silav danê.
Îsa ji wan pirsî: «We bi wan re li ser çi munaqeşe dikir?»
Ji nav elaletê mirovekî bersîva wî da: «Mamoste, min kurê xwe yê ku cinekî lalîtiyê pê re heye ji te re anî.
Ruh her li ku derê wî bigire, davêje erdê, kef bi ser devê wî dikeve, diranên xwe diqirçîne û req dibe. Min ji şagirtên te hêvî kir ku vî ruhî derxin, lê nikaribûn.»
Îsa li wan vegerand û got: «Hey nifşê bêbawer! Heta kengê ezê bi we re bim, heta kengê ezê li we sebir bikim? Wî bînin ba min.»
Wan jî kurik anî ba Îsa. Gava ku cin Îsa dît, di cih de kurik vehejand. Ew ket erdê, kef bi ser devê wî ket û gevizî.
Îsa ji bavê wî pirsî: «Ji kengê ve ew weha ye?» Wî jî got: «Ji zaroktiya xwe ve.
Ruh ji bo ku wî helak bike, gelek caran ew avêt nav êgir û avê. Lê eger tu bikarî tiştekî bikî, li me were rehmê û alîkariya me bike!»
Îsa ji wî re got: «Te got: ‹Eger tu bikarî›! Ji bo yê ku bawer dike her tişt çêdibe.»
Wê gavê bavê kurik qîriya û got: «Ez bawer dikim. Alîkariya bêbaweriya min bike!»
Gava Îsa dît ku elalet bi bez li wê derê dicive, li ruhê nepak hilat û got: «Hey ruhê kerr û lal, ez li te emir dikim: Ji kurik derkeve û careke din nekeve wî!»
Ruh qîriya, bi şid kurik vehejand û jê derket. Û kurik bû wek miriyan, wisa ku pirraniya wan digot: «Ew mir!»
Lê Îsa bi destê wî girt û ew rakir. Kurik jî rabû ser xwe.
Piştî Îsa çû malekê, şagirtên wî bi serê xwe jê pirsîn: «Çima me nikaribû em cin derxin?»
Îsa li wan vegerand: «Cinê bi vî cûreyî ji dua pê ve, bi tu riyên din dernakevin.»
Ji wir çûn û di nav Celîlê re derbas bûn. Îsa nedixwest ku kes bi vê yekê bizane,
çimkî wî şagirtên xwe hîn dikirin û ji wan re digot: «Wê Kurê Mirov bidin destên mirovan, ewê wî bikujin û piştî kuştinê bi sê rojan, ewê rabe.»
Lê wan ev gotin fêm nekir û tirsiyan ku ji wî bipirsin.
Û ew hatin Kefernahûmê. Gava Îsa li mal bû, ji şagirtan pirsî: «Hûn di rê de li ser çi dipeyivîn?»
Lê ew bêdeng man, çimkî di rê de, di nav xwe de peyivîbûn, ka kî ji wan ê herî mezin e.
Îsa rûnişt, gazî diwanzdehan kir û ji wan re got: «Eger kesek bixwaze bibe yê pêşî, divê ew bibe yê paşî û xizmetkarê hemûyan.»
Îcar wî bi destê zarokekê girt û ew di nav wan de da rawestandin, zarok himbêz kir û ji wan re got:
«Kî ku zarokeke weha bi navê min qebûl bike, ew min qebûl dike. Û kî ku min qebûl bike, ne min, lê wî yê ku ez şandime qebûl dike.»
Yûhenna ji Îsa re got: «Mamoste, me mirovek dît ku bi navê te cin derdixistin. Lê me nehişt, çimkî li pey me nedihat.»
Lê Îsa got: «Rê lê negirin, çimkî tu kes tune ku bi navê min kerametekê bike û zû bikare li ser min bi xerabî bipeyive.
Çimkî yê ku ne li dijî me ye, ji aliyê me ye.
Bi rastî ez ji we re dibêjim, kî ku tasek av bide we, ji ber ku hûn ên Mesîh in, xelata xwe qet winda nake.
«Kî ku yekî ji van biçûkên ku baweriyê bi min tînin ji rê derxe, ji bo wî çêtir e ku beraşekî mezin bi stûyê wî ve bê girêdan û bê avêtin deryayê.
Eger destê te, te bixe guneh, wî jêke! Ji bo te çêtir e ku tu bê dest bikevî jiyanê, lê ne ku bi herdu destên xwe ve herî dojehê, nav agirê ku venamire.
Eger lingê te, te bixe guneh, wî jêke! Ji bo te çêtir e ku tu bê ling bikevî jiyanê, lê ne ku tu bi herdu lingên xwe ve bêyî avêtin dojehê.
Eger çavê te, te bixe guneh, wî derxe! Ji bo te çêtir e ku tu bi çavekî bikevî Padîşahiya Xwedê, lê ne ku tu bi herdu çavan ve bêyî avêtin dojehê.
Li wir kurmê wan namire û agirê wê natemire.
Çimkî her kes wê bi êgir bê xwêkirin.
Xwê qenc e. Lê eger xwê şoriya xwe winda bike, hûnê careke din bi çi şoriya wê bidinê? Bila bi we re tama xwê hebe û bi hev re di aştiyê de bijîn.»
Îsa ji wir rabû, hat herêma Cihûstanê û derbasî aliyê din ê Çemê Urdunê bû. Careke din elaletek li dora wî civiya û wî, wek adeta xwe dîsa ew hîn dikirin.
Ji Fêrisiyan hinek nêzîkî wî bûn û ji bo ku biceribînin jê pirsîn: «Ma dibe ku zilamek jina xwe berde?»
Îsa bersîva wan da û got: «Mûsa çi emir da we?»
Wan jî got: «Mûsa destûr da, ku mêr kaxeza jinberdanê binivîse û jinê berde.»
Lê Îsa ji wan re got: «Ji ber serhişkiya we Mûsa ev emir ji we re nivîsî.
Lê di destpêka afirandinê de Xwedê ew ‹nêr û mê afirandin›.
‹Ji ber vê yekê mêr wê dê û bavê xwe berde, bi jina xwe re bibe yek
û herdu jî wê bibin bedenek.› Wisa ku êdî ew ne dido ne, lê bedenek in.
Ji bo vê yekê yên ku Xwedê ew kirine yek, bila mirov wan ji hevdû veneqetînin.»
Gava ew li malê bûn, şagirtan dîsa li ser vê meselê ji wî pirsîn.
Îsa ji wan re got: «Kî ku jina xwe berde û bi yeke din re bizewice, li hember wê zînayê dike.
Û eger jin jî mêrê xwe berde û bi yekî din re bizewice, zînayê dike.»
Îcar zarok dianîn ba Îsa ku destê xwe deyne ser wan, lê şagirtan li yên ku ew dianîn hilat.
Gava ku Îsa ev yek dît, hêrs bû û ji wan re got: «Bihêlin, bila zarok bên ba min; pêşiya wan negirin, çimkî Padîşahiya Xwedê ji yên weha re ye.
Bi rastî ez ji we re dibêjim, kî ku Padîşahiya Xwedê wek zarokekê qebûl neke, tu caran nakeve wê.»
Hingê zarok himbêz kirin, destên xwe danîn ser wan û ew pîroz kirin.
Gava Îsa bi riya xwe ve diçû, yek bezî ba wî, li ber wî çû ser çokan û jê pirsî: «Mamosteyê qenc, ez çi bikim, da ku ez bibim wêrisê jiyana herheyî?»
Îsa ji wî re got: «Tu çima ji min re qenc dibêjî? Ji Xwedê pê ve, tu kes qenc tune.
Tu bi emran dizanî: ‹Nekuje!›, ‹Zînayê neke!›, ‹Nedize!›, ‹Şahidiya derewîn neke!›, ‹Heqê kesî nexwe!›, ‹Qedrê dê û bavê xwe bigire!› »
Wî jî got: «Mamoste, ji xortaniya xwe heta niha, min ev tişt hemû pêk anîne.»
Îsa lê nêrî, jê hez kir û ji wî re got: «Hê jî kêmahiyeke te heye. Here, çi tiştê te heye bifiroşe û li belengazan belav bike. Hingê wê li ezmên xezîna te hebe. Û were, bikeve pey min.»
Li ser vê gotinê reng li wî nema û ew bi xemgînî çû, çimkî gelek mal û milkê wî hebû.
Îsa li dora xwe nêrî û ji şagirtên xwe re got: «Çiqas zehmet e ku kesên dewlemend bikevin Padîşahiya Xwedê!»
Şagirt li van gotinên wî ecêbmayî man, lê Îsa careke din got: «Zarono! Ketina Padîşahiya Xwedê çiqas zehmet e!
Derbasbûna devê ya di qula derziyê re, ji ketina mirovê dewlemend a Padîşahiya Xwedê hêsanîtir e.»
Şagirt gelek şaş man û ji hev re gotin: «Eger wisa ye, kî dikare xilas bibe?»
Îsa li wan nêrî û got: «Li ba mirovan ev nabe, lê ne li ba Xwedê, çimkî li ba Xwedê her tişt dibe.»
Hingê Petrûs dest pê kir û jê re got: «Va ye, me her tişt hiştine û em li pey te hatine.»
Îsa ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, tu kes tune ku di ber min de û di ber Mizgîniyê de mal, an bira, an xwişk, an dê an bav, an zarok an zeviyên xwe hiştibe
û li vê dinyayê sed qatî xanî, bira, xwişk, dê, zarok û zeviyan nestîne û pê re cefayê jî nekişîne û di dinya din de nekeve jiyana herheyî.
Lê gelek ên pêşî wê bibin ên paşî û yên paşî wê bibin ên pêşî.»
Îcar ew li ser rê bûn û hildikişiyan Orşelîmê. Ew li pêşiya wan diçû, şagirt ecêbmayî diman û ew kesên li paş dihatin ditirsiyan. Îsa dîsa her diwanzdeh kişandin aliyekî û dest pê kir ew tiştên ku wê bihatana serê wî ji wan re got:
«Va ye, em hildikişin Orşelîmê. Kurê Mirov wê bê dayîn destê serekên kahînan û Şerîetzanan. Ewê cezayê mirinê li ser wî bidin û wî bidin destê miletan.
Ewê tinazên xwe bi wî bikin, tif bikinê, bidin ber qamçiyan û wî bikujin. Û piştî sê rojan ewê ji nav miriyan rabe.»
Hingê kurên Zebedî Aqûb û Yûhenna nêzîkî Îsa bûn û jê re gotin: «Mamoste, me divê ku em her çi ji te bixwazin, tu ji bo me bikî.»
Wî jî ji wan pirsî: «Hûn dixwazin ku ez ji bo we çi bikim?»
Wan jê re got: «Destûra me bide ku di rûmeta te de yek ji me li milê te yê rastê, yê din jî li milê te yê çepê rûne.»
Îsa ji wan re got: «Hûn nizanin ku hûn çi dixwazin. Ma hûn dikarin wê kasa tehl a ku ezê vexwim, vexwin? An jî bi wê imada ku ezê pê bêm imadkirin, imad bibin?»
Wan jî got: «Em dikarin.» Îsa ji wan re got: «Bi rastî hûnê ji wê kasa ku ezê vexwim, vexwin û bi imada ku ezê pê bêm imadkirin, imad bibin,
lê rûnandina li milê min ê rastê û çepê ne di destê min de ye. Ev bi tenê ji bo wan e ku ji wan re hatiye amadekirin.»
Gava ku her deh şagirtan ev yek bihîst, li Aqûb û Yûhenna hêrs bûn.
Lê Îsa ew gazî ba xwe kirin û got: «Hûn dizanin ên ku di nav miletan de serek tên dîtin, serdestiyê li wan dikin û giregirên wan jî li ser wan hukumdariyê dikin.
«Lê di nav we de, ne weha ye. Di nav we de, kî ku bixwaze bibe yê mezin, divê bibe xizmetkarê we.
Û di nav we de kî ku bixwaze bibe yê pêşî, divê bibe xulamê hemûyan.
Çimkî Kurê Mirov jî nehatiye ku jê re xizmet bê kirin, lê hatiye ku xizmetê bike û di ber gelekan de canê xwe berdêl bide.»
Hingê ew hatin bajarê Erîhayê. Gava Îsa bi şagirtên xwe ve û bi elaleteke mezin ve ji bajêr derket, mirovekî kor, Bar-Tîmeyos, yanî Kurê-Tîmeyos, li tenişta rê rûniştibû û pars dikir.
Gava bihîst ku Îsayê Nisretî derbas dibe, dest pê kir, kir qîrîn û got: «Ya Îsayê Kurê Dawid, li min were rehmê!»
Gelekan li wî hilat, da ku dengê xwe bibire, lê ew hê bêtir qîriya û got: «Ya Kurê Dawid, li min were rehmê!»
Îsa rawesta û got: «Gazî wî bikin.» Wan jî gazî mirovê kor kir û gotin: «Çavê te rohnî be! Rabe ser xwe, gazî te dike.»
Wî jî ebayê xwe avêt, xwe hilavêt û hat ba Îsa.
Îsa jê pirsî: «Tu çi dixwazî ku ez ji bo te bikim?» Yê kor jê re got: «Mamoste, ez dixwazim bibînim!»
Îsa jî jê re got: «Here, baweriya te tu xilas kirî.» Û di cih de wî dît, ket rê û li pey Îsa çû.
Gava ku ew nêzîkî Orşelîmê bûn û di Çiyayê Zeytûnê re gihîştin Beytfacê û Beytanyayê, Îsa du şagirtên xwe şandin
û ji wan re got: «Herin gundê pêşberî xwe. Hema gava hûn bikevinê, hûnê dehşikeke girêdayî bibînin ku hê tu kes lê siwar nebûye. Wê vekin û bînin.
Û eger kesek ji we bipirse û bêje: ‹Çima hûn vê yekê dikin?›, bêjin: ‹Ji Xudan re lazim e û ewê wê zû bi şûn de bişîne.›»
Şagirt çûn û li ber deriyê aliyê kuçeyê, dehşikeke girêdayî dîtin. Gava ew vedikirin,
hinek kesên ku li wir rawesta bûn pirsîn: «Hûn çi dikin? Hûn çima wê dehşikê vedikin?»
Şagirtan wek ku Îsa ji wan re gotibû, bersîv dan. Û mirovan dev ji wan berda.
Dehşik ji Îsa re anîn, cilên xwe avêtin ser wê û ew li wê siwar bû.
Gelek mirovan cilên xwe li ser rê raxistin; hinekan jî çiqilên ku ji zeviyan birrîbûn li ser rê raxistin.
Yên li pêşiyê diçûn û yên li pey dihatin diqîriyan: «Hosanna! Yê ku bi navê Xudan tê pîroz be.
Padîşahiya bavê me Dawid a ku tê, pîroz be. Li bilindahiyan Hosanna!»
Îsa ket Orşelîmê, çû Perestgehê. Çav li her tiştî gerand, lê ji ber ku wext bûbû êvar, bi diwanzdehan ve çû Beytanyayê.
Dotira rojê, gava ew ji Beytanyayê derdiketin, Îsa birçî bû.
Ji dûr ve dareke hêjîrê ya bi pel dît, ber bi wê ve çû, ka ewê tiştekî pê ve bibîne. Gava gihîşt ba wê, ji pelan pê ve tiştek nedît. Çimkî ne dema hêjîran bû.
Wî ji darê re got: «Bila êdî tu kes tu caran ji te fêkî nexwe.» Şagirtên wî jî ev gotin bihîstin.
Û ew hatin Orşelîmê. Îsa ket Perestgehê û dest pê kir ew kesên ku di Perestgehê de kirrîn û firotin dikirin, avêtin derve. Maseyên pereguhêran û kursiyên kevokfiroşan gêr kirin
û nehişt ku tu kes tiştekî di Perestgehê re derbas bike.
Wî hînî wan kir û got: «Ma nehatiye nivîsîn ku ‹Wê ji mala min re mala duayê ya ji bo hemû miletan bê gotin›. Lê we ew kiriye ‹şkefta rêbiran›.»
Serekên kahînan û Şerîetzanan ev bihîstin û dest pê kirin li riyên kuştina wî geriyan. Ew ji wî ditirsiyan, çimkî tevahiya elaletê li hînkirina wî gelek şaş dima.
Gava ku bû êvar, ew ji bajêr derketin.
Serê sibê, gava ew di rê de derbas dibûn, dîtin ku dara hêjîrê ji rayê xwe ve hişk bûye.
Hat bîra Petrûs û wî ji Îsa re got: «Mamoste, binêre, dara hêjîrê ya ku te nifir lê kiribû hişk bûye.»
Îsa bersîva wan da û got: «Baweriya we bila bi Xwedê hebe.
Bi rastî, ez ji we re dibêjim, Kî ku ji vî çiyayî re bêje: ‹Ji cihê xwe rabe û xwe bavêje deryayê› û di dilê xwe de nekeve şikê, lê bawer bike ku daxwaza wî wê bê cih, tiştê ku bixwaze wê jê re bibe.
Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim: Her tiştê ku hûn bi duakirinê bixwazin, bawer bikin ku we standiye û wê ji we re bibe.
Û gava ku hûn ji bo duakirinê radiwestin, eger li hember kesekî tiştekî we hebe, lê bibihûrin, da ku Bavê we yê li ezmanan jî li sûcên we bibihûre.»
Û ew dîsa hatin Orşelîmê. Dema ku Îsa di Perestgehê de digeriya, serekên kahînan, Şerîetzan û rihspî hatin ba wî
û jê pirsîn: «Tu bi kîjan desthilatiyê van tiştan dikî? Û kê ev desthilatî daye te ku tu van bikî?»
Îsa ji wan re got: «Ezê pirsekê ji we bikim. Bersîva min bidin, ez jî, ezê ji we re bêjim, ka ez bi kîjan desthilatiyê van tiştan dikim:
Imadkirina Yûhenna ji ezmên bû an ji mirovan? Bersîva min bidin!»
Ew di nav xwe de şêwirîn û gotin: «Eger em bêjin: ‹Ji ezmên bû›, hingê ewê bêje: ‹Nexwe we çima ji wî bawer nekir?›
Lê eger em bêjin: ‹Ji mirovan bû›…?» Ji xelkê ditirsiyan, çimkî hemûyan Yûhenna pêxemberê rastîn dihesiband.
Wan bersîv da û gotin: «Em nizanin.» Îsa jî ji wan re got: «Ez jî ji we re nabêjim ku ez van tiştan bi çi desthilatiyê dikim.»
Îsa bi meselan ji wan re dest bi peyivînê kir: «Mirovekî rez danî, hawirdora wî sênc kir; mahserek kola û birca nobedaran çêkir. Piştre wî rez bi kirê da rezvanan û çû welatekî din.
Di demsala rêz de xulamek şand ba rezvanan, da ku ji berê rêz ji wan bistîne.
Lê wan ew girt, li wî xistin û ew destvala şandin.
Û dîsa wî xulamekî din şand ba wan, lê wan serê wî şikand û ew riswa kirin.
Wî yekî din şand, ew jî kuştin. Wî gelek kesên din şandin, li hinekan xistin û hinek jî kuştin.
Ji bo şandinê tenê kesek mabû, kurê wî yê delal. Di pey re rabû, kurê xwe şand û got: ‹Ewê siyaneta kurê min bigirin.›
Lê rezvan bi hev şêwirîn û gotin: ‹Ev wêris e! De werin, em wî bikujin, mîras wê ji me re bimîne.›
Hingê wan ew girt, kuştin û avêtin derveyî rêz.
Îcar xwediyê rêz wê çi bike? Ewê bê, rezvanan helak bike û rêz bide hinekên din.
Ma we ew nivîsar nexwendiye? ‹Ew kevirê ku hostayan red kir Bû kevirê serê rikin.
Ev ji aliyê Xudan ve çêbû. Û ev li ber çavê me karekî ecêb e!› »
Wan xwest ku Îsa bigirin, lê ji elaletê tirsiyan. Çimkî wan fêm kir ku wî ev mesele di ber wan de anî. Îcar dev ji wî berdan û çûn.
Bi armanca ku Îsa bi gotina wî bixin xefikê, wan hinek ji Fêrisî û alîgirên Hêrodês şandin ba wî.
Ew hatin û jê re gotin: «Mamoste! Em dizanin ku tu mirovekî rast î. Tu cihêtiyê naxî nav mirovan, çimkî tu li rûyê mirovan nanêrî, lê tu riya Xwedê rast hîn dikî. Ma dibe ku em bacê bidin Qeyser an na? Ma em bidin, an em nedin?»
Lê Îsa bi durûtiya wan dizanibû û got: «Çima hûn min diceribînin? Ji min re zîvekî bînin ku ez bibînim.»
Wan jê re zîvek anî. Wî ji wan pirsî: «Ev resm û nivîsîn ên kê ne?» Wan got: «Yên Qeyser in.»
Îsa ji wan re got: «Tiştên Qeyser bidin Qeyser û tiştên Xwedê bidin Xwedê.» Û ew li wî ecêbmayî man.
Hinek Sadûqiyên ku digotin vejîna miriyan tune, hatin ba Îsa û jê pirsîn:
«Mamoste, Mûsa ji bo me nivîsiye: ‹Eger birayê yekî bimire, zarokên wî nebin û jina xwe li pey xwe bihêle, divê birayê wî jina wî bistîne û dûndanê ji birayê xwe re rake.›
Îcar heft bira hebûn. Yê pêşî jinek anî û bê dûndan mir.
Yê diduyan ew jin anî. Ew jî bê dûndan mir. Ev tişt hat serê yê sisiyan jî.
Bi vî awayî ji her heftan re jî zarok çênebûn. Piştî hemûyan jî jin mir.
Îcar, Roja Vejînê çaxê mirî rabin, ev jin wê jina kîjanî be? Çimkî her heftan jî ew anîbû.»
Îsa ji wan re got: «Ma sedemê şaşbûna we ne ev e ku hûn bi Nivîsarên Pîroz û bi hêza Xwedê nizanin?
Gava yên mirî ji nav miriyan radibin, ne jinê tînin û ne jî mêr dikin, çimkî ew wek milyaketên ezmanan in.
Ma li ser rabûna miriyan we di Kitêba Mûsa de, di serhatiya deviyê de nexwendiye ku çawa Xwedê jê re dibêje: ‹Ez Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb im.›?
Ew ne Xwedayê miriyan, lê Xwedayê zindiyan e. Hûn gelek şaş in!»
Dema ku Şerîetzanekî munaqeşa wan bihîst û dît ku Îsa qenc bersîva wan da, nêzîkî wî bû û jê pirsî: «Di nav hemû emran de yê herî mezin kîjan e?»
Îsa lê vegerand: «Emrê herî mezin ev e: ‹Bibihîze, ya Îsraêl! Xudan Xwedayê me yek e.
Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe, bi hemû fêmdariya xwe û bi hemû hêza xwe hez bike.›
Yê diduyan jî ev e: ‹Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.› Ji van mezintir tu emir tunin.»
Îcar Şerîetzan ji wî re got: «Rast e, Mamoste! Te ya rast got, ku ‹Xudan yek e û jê pê ve, yekî din tune.›
Û ‹hezkirina ji wî bi hemû dil, bi hemû fêmdariyê, bi hemû hêzê û hezkirina ji cîranê xwe wek xwe, di ser her goriyên şewitandinê û qurbanan re ye.› »
Gava Îsa dît ku wî bi aqilmendî bersîv da, jê re got: «Tu ji Padîşahiya Xwedê ne dûr î.» Piştî vê yekê, êdî tu kesî newêribû ku tiştekî ji wî bipirse.
Gava ku Îsa di Perestgehê de hîn dikir, got: «Şerîetzan çawa dibêjin ku Mesîh kurê Dawid e?
Dawid bi xwe bi saya Ruhê Pîroz dibêje: ‹Xudan ji Xudanê min re got: Li milê min ê rastê rûne, Heta ku ez dijminên te bikim bin lingên te.›
Dawid bi xwe ji wî re dibêje ‹Xudan›. Îcar ew çawa dibe kurê Dawid?» Elaleteke mezin bi dilxweşî guhdariya Îsa dikir.
Wî di hînkirina xwe de digot: «Xwe ji wan Şerîetzanan biparêzin, yên ku hez dikin bi xiftanên dirêj bigerin, di sûkan de silav li wan bê kirin,
di kinîştan de li ser kursiyên pêşî û di ziyafetan de li cihên jorîn rûnin.
Ew malên jinebiyan dadiqurtînin û ji bo ku bên dîtin duayên dirêj dikin. Dîwana wan wê hê girantir be.»
Îsa li pêşberî peredanka Perestgehê rûnişt û nêrî ku elalet çawa peran davêjin peredankê. Gelek kesên dewlemend pirr pere avêtinê.
Jinebiyeke belengaz jî hat û du polên ku dikirin qurişek avêtê.
Îsa şagirtên xwe gazî ba xwe kir û ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, vê jinebiya belengaz ji wan hemûyan bêtir avêt peredankê,
çimkî wan hemûyên din ji zêdehiya malê xwe avêtinê. Lê vê jinikê ji belengaziya xwe çi tiştê wê hebû, hemû abora xwe avêtê.»
Gava Îsa ji Perestgehê derket, yekî ji şagirtên wî jê re got: «Mamoste! Li van kevirên mezin û li van avahiyên xweşik binêre!»
Îsa jê re got: «Tu van avahiyên mezin dibînî? Li vir kevir li ser kevir namîne, qet tiştek namîne ku neyê hilweşandin!»
Gava Îsa li pêşberî Perestgehê, li Çiyayê Zeytûnê rûdinişt, Petrûs, Aqûb, Yûhenna û Endrawis bi serê xwe jê pirsîn:
«Ji me re bêje, ka ev tişt wê kengê çêbin? Û çaxê ev tiştên ha hemû li ber çêbûnê bin, nîşana wan çi ye?»
Îsa dest pê kir ji wan re got: «Hay ji xwe hebin ku tu kes we nexapîne.
Gelek wê bi navê min bên û bêjin: ‹Ez ew im› û wê gelekan bixapînin.
Gava hûn dengê şeran û li ser şeran bibihîzin, netirsin. Tiştên weha divê bibin, lê hê dawî nehatiye.
Çimkî milet wê li hember miletan rabe, padîşahî wê li hember padîşahiyan rabe. Wê li cih cihan erdhejîn çêbin û xela wê rabin. Lê ev hemû destpêka janan in.
Hay ji xwe hebin; wê we teslîmî dadgehan bikin û di kinîştan de wê li we bixin. Ji rûyê min wê we derxin ber walî û padîşahan, da ku hûn li ber wan şahidiyê bikin.
Divê pêşî Mizgînî ji hemû miletan re bê dayîn.
Gava ku ew we bidin dest û bikişînin pirsyariyê, ji pêşî ve xeman nexwin ku hûnê çi bêjin. Lê di wê demê de çi we re bê dayîn, wî bêjin. Çimkî yê dipeyive ne hûn in, lê Ruhê Pîroz e.
Bira wê birayê xwe û bav wê zarokê xwe teslîmî mirinê bike. Zarok wê li hember dê û bavê xwe rabin û wan bidin kuştin.
Û ji ber navê min hemû jî wê ji we nefret bikin. Lê yê ku heta dawiyê ragire, ewê xilas bibe.
«Çaxê hûn wî tiştê mekruh ê ku xerakirinê tîne, li cihê ku divê tê de nebe, rawestayî bibînin» – bila yê ku dixwîne fêm bike – «hingê yên ku di Cihûstanê de ne, bila birevin çiyan.
Yê ku li ser banî be, bila neyê xwarê û nekeve hundir, da ku tiştekî hilde.
Û yê li nav zeviyê jî bila venegere, ku ebayê xwe hilde.
Wey li wan ên ku di wan rojan de bizaro ne û dimêjînin!
Dua bikin ku ev di zivistanê de çênebe.
Çimkî di wan rojan de, tengahiyeke wisa wê çêbe, ji destpêkê ve, gava ku Xwedê dinya afirandiye û heta niha çênebûye û tu caran çênabe.
Eger Xudan ev roj kurt nekirina, tu kes xilas nedibû. Lê ji bo xatirê yên bijartî yên ku wî ew hilbijartine, wî ew roj kurt kirine.
«Hingê, eger yek ji we re bêje: ‹Binêre, Mesîh li vir e›, an jî: ‹Binêre, ew li wir e›, bawer nekin.
Çimkî mesîhên derewîn û pêxemberên derewîn wê derkevin. Wê nîşan û karên mezin çêkin, wisa ku eger bibe, ewê bijartiyan jî bixapînin.
Lê hûn hay ji xwe hebin! Min her tişt ji pêşî ve ji we re got.
«Lê di wan rojan de, piştî wê tengahiyê Roj wê tarî bibe Û heyv ronahiya xwe nade,
Stêr wê ji ezmên bikevin, Û rojgêranên ezmanan wê ji riya xwe derkevin.
«Û hingê wê bibînin ku ‹Kurê Mirov di nav ewran de bi hêz û rûmeta mezin tê.›
Hingê ewê milyaketên xwe bişîne û wê bijartiyên xwe ji çar aliyan, ji perê erdê heta perê ezmên bicivîne.
«Îcar ji dara hêjîrê vê dersê hîn bibin: Çaxê ku çiqilên wê dibişkivin û pelên wê şîn dibin, hûn dizanin ku havîn nêzîk e.
Bi vî awayî, çaxê ku hûn jî bibînin ev tişt çêdibin, bizanin ku ew nêzîk e, li devê derî ye.
Bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ku ev tiştên ha hemû çênebin, ev nifş qet nabihûre.
Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.
«Lê heçî ew roj û ew saet e, ne milyaketên ezmên û ne jî Kur, ji Bav pê ve tu kes pê nizane.
Hay ji xwe hebin! Hişyar bin! Çimkî hûn nizanin kengê ew wext wê bê.
Ev wek mirovekî ye ku mala xwe dihêle û derdikeve rêwîtiyê. Ew desthilatiya xwe dide xulamên xwe, karê her yekî dide wî û emir dide dergehvan jî ku hişyar bimîne.
Loma hişyar bimînin, çimkî hûn nizanin malxwê malê wê kengê bê, êvarê an nîvê şevê, an wextê bangdana dîkan, an serê sibê.
Nebe ku ji nişkê ve bê û we di xewê de bigire.
Tiştê ku ez ji we re dibêjim, ez ji hemûyan re dibêjim: Hişyar bin!»
Du roj ji beriya Cejna Derbasbûnê û Cejna Nanê Şkeva bû. Serekên kahînan û Şerîetzan li riyên bi hîle digeriyan ku Îsa bigirin û wî bikujin.
Û digotin: «Bila ne di cejnê de be, da ku di nav xelkê de hengame çênebe.»
Gava Îsa li Beytanyayê li mala Şimûnê kotî li ser sifrê rûniştî bû, jinikek hat û di firaxeke mermerê spî de rûnê nardê yê safî yê gelek giranbiha anî. Wê firaxa mermerî şikand û bi serê Îsa de rijand.
Hinek hêrs bûn û ji hev re gotin: «Çima ev rûnê bîhnxweş badîhewa çû?
Ev rûnê bîhnxweş dikaribû ji sê sed zîvî zêdetir bihata firotin û li belengazan bihata belavkirin.» Bi vî awayî lome ji jinikê kirin.
Lê Îsa got: «Dev ji jinikê berdin. Çima hûn wê diêşînin? Wê ji bo min tiştekî qenc kir.
Belengaz hergav di nav we de ne; kengê hûn bixwazin, hûn dikarin qenciyê bi wan bikin. Lê ez hergav ne li ba we me.
Çi ji destê wê hat, wê kir. Wê ji pêşî ve bedena min ji bo veşartinê rûn kir.
Bi rastî ez ji we re dibêjim, ev Mizgînî li ku dera dinyayê bê dayîn, ev tiştê ku vê jinikê kir jî wê ji bo bîranîna wê bê gotin.»
Hingê Cihûdayê Îsxeryotî yê ku yek ji diwanzdehan bû, çû ba serekên kahînan, da ku Îsa bide destê wan.
Gava ku wan jî ev yek bihîst, şa bûn û soz dan ku peran bidin wî. Cihûda jî li keysekê digeriya ku Îsa bide dest.
Di roja pêşî ya Cejna Nanê Şkeva de, roja şerjêkirina goriya Cejna Derbasbûnê şagirtan ji Îsa pirsî: «Tu dixwazî ku em herin, şîva Cejna Derbasbûnê li ku derê amade bikin, ku tu bixwî?»
Îsa du şagirtên xwe şandin û ji wan re got: «Herin bajêr. Mirovek wê rastî we bê ku cerekî avê hildigire, li pey wî herin wî xaniyê ku ew bikevê.
Ji xwediyê wê malê re bêjin: ‹Mamoste ji te dipirse: Ka ew oda min a mêvanan a ku ez bi şagirtên xwe re li wê şîva Cejna Derbasbûnê bixwim li ku derê ye?›
Hingê ewê li qata jor odeyeke mezin a raxistî û amadekirî nîşanî we bide; li wê derê ji bo me şîvê amade bikin.»
Şagirt ketin rê, hatin bajêr û wan hemû tişt wek ku Îsa ji wan re gotibû dîtin. Û wan şîva Cejna Derbasbûnê amade kir.
Gava bû êvar, Îsa bi diwanzdehan re hat.
Çaxê li ser sifrê rûniştibûn û xwarin dixwarin, wî got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, yek ji we wê min bide dest – yekî ku bi min re xwarinê dixwe.»
Ew xemgîn bûn û destpêkirin yek bi yek ji Îsa pirsîn: «Gelo ez im?»
Wî ji wan re got: «Yek ji diwanzdehan e ku nanê xwe bi min re li firaxê dixe.
Ji xwe, Kurê Mirov wek ku li ser wî hatiye nivîsîn, wê here. Lê wey li wî mirovê ku Kurê Mirov bide dest! Wê ji bo wî çêtir bûya ku ew nehata dinyayê.»
Gava wan xwarin dixwar, Îsa nan hilda, şikir kir, ew şikand, da şagirtan û got: «Bigirin, ev bedena min e.»
Piştre wî kasek hilda, şikir kir û da wan. Hemûyan jî ji wê vexwar.
Îsa got: «Ev xwîna min a Peymanê ye ku di ber gelekan de tê rijandin.
Bi rastî ez ji we re dibêjim, êdî ez ji vî berê mêwê tu caran venaxwim, heta wê roja ku ez di Padîşahiya Xwedê de ji ya nû vexwim.»
Piştî ku wan zebûrek strand, derketin Çiyayê Zeytûnê.
Îcar Îsa ji wan re got: «Hûnê hemû jî li ser min dudilî û sist bibin, çimkî hatiye nivîsîn: ‹Ezê li şivên bixim Û mî wê belav bibin.›
Lê piştî ku ez rabim, ezê beriya we herim Celîlê.»
Petrûs jê re got: «Eger hemû jî dudilî û sist bibin, ez dudilî û sist nabim.»
Îsa ji wî re got: «Bi rastî ez ji te re dibêjim, hema îro, îşev, berî ku dîk du caran bang bide, tê sê caran min înkar bikî.»
Lê Petrûs hê bêtir bi şid got: «Eger divê ku ez bi te re bimirim jî, ez tu caran te înkar nakim.» Hemûyan jî weha got.
Piştre ew çûn cihekî ku navê wî Gêtşemanî bû. Îsa ji şagirtên xwe re got: «Hûn li vir rûnin, heta ku ez dua bikim.»
Wî Petrûs, Aqûb û Yûhenna bi xwe re birin û dest pê kir ket halekî teng û dijwar û diltengiyê ew girt.
Wî ji wan re got: «Dilê min gelek teng dibe, ez dikim bimirim. Li vir bin û hişyar bimînin.»
Hinekî pêşve çû, xwe deverû avêt erdê û dua kir, ku eger bibe, ev saet di ser wî re derbas bibe.
Wî got: «Abba, Bavo! Tu dikarî her tiştî bikî. Vê kasa tehl ji min dûr bixe! Lê bila ne tiştê ez dixwazim, lê tiştê ku tu dixwazî bibe.»
Piştre ew vegeriya û şagirt di xew de dîtin. Wî ji Petrûs re got: «Şimûn, ma tu di xew de yî? Ma tu nikarî saetekê jî hişyar bimînî?
Hişyar bimînin û dua bikin, da ku hûn nekevin ceribandinê. Erê, ruh bi daxwaz e, lê beden lewaz e.»
Dîsa çû, dua kir, eynî peyv gotin.
Careke din vegeriya û ew dîsa di xew de dîtin. Çimkî çavên wan ji xewê diçûn serhev. Nizanibûn ji wî re çi bêjin.
Cara sisiyan vegeriya û ji wan re got: «Ma hûn hê jî radizin û bîhna xwe vedidin? Bes e! Saet hat, va ye, Kurê Mirov dikeve destê gunehkaran.
Rabin, em herin. Va ye, yê ku min dide dest nêzîk bû.»
Ew hê dipeyivî, hema hingê Cihûdayê ku yek ji diwanzdehan bû hat. Bi wî re elaleteke bi dar û bi şûr hebû. Ew ji aliyê serekên kahînan, Şerîetzan û rihspiyan ve hatibûn şandin.
Îcar ê ku Îsa bida dest, bi wan re li ser îşaretekê li hev hatibû û gotibû: «Ez kê ramûsim, ew e. Wî bigirin, bibin û hay jê hebin.»
Cihûda hema hat ba Îsa û got: «Mamoste!» û ew ramûsa.
Wan dest avêtin Îsa û ew girtin.
Lê yekî ji yên ku bi wî re bûn, şûrê xwe kişand, li xulamê Serokkahîn xist û guhê wî pekand.
Îsa ji wan re got: «Ma ez rêbirek im ku hûn bi dar û şûran hatine ku min bigirin?
Her roj li Perestgehê ez di nav we de bûm, min hîn dikir û we ez negirtim. Lê ji bo ku Nivîsarên Pîroz bên cih, ev çêdibe.»
Û hemûyan ew hişt û reviyan.
Xortek li pey wî diçû ku perçekî cawê keten li bedena xwe ya tazî pêçabû. Wan ew girt,
lê wî cawê keten hişt û rût û tazî ji wir reviya.
Îsa birin ba Serokkahîn. Hemû serekên kahînan, rihspî û Şerîetzan li wir civiyabûn.
Petrûs ji dûr ve li pey wî çû, heta ku ew gihîşt hundirê hewşa Serokkahîn. Li wir bi parêzgeran re li ber êgir rûniştibû û xwe germ dikir.
Îcar serekên kahînan û hemû civîna giregiran, ji bo ku biryara kuştina Îsa bidin, li hember wî li şahidiyê digeriyan, lê peyda nedikirin.
Gelekan li ser wî şahidiya derewîn da, lê şahidiya wan hevdû nedigirt.
Hingê hinek rabûn û li ser wî şahidiya derewîn dan û gotin:
«Me bihîst ku vî mirovî got: ‹Ezê vê Perestgeha ku bi dest hatiye avakirin, hilweşînim û di sê rojan de ezê Perestgeheke din a ku ne bi dest hatiye çêkirin, ava bikim.›»
Lê dîsa jî şahidiya wan hevdû negirt.
Serokkahîn rabû, li navendê rawesta û ji Îsa pirsî: «Ma tu bersîvê nadî? Ev çi şahidî ye ku evên ha li ser te didin?»
Lê Îsa tu tişt negot û deng nekir. Serokkahîn dîsa ji wî pirsî: «Ma tu Kurê Yê Pîroz Mesîh î?»
Îsa got: «Ez im. Û ‹hûnê bibînin ku Kurê Mirov Li milê rastê yê hêza Xwedê rûniştî ye Û bi ewrên ezmên tê.› »
Hingê Serokkahîn cilên xwe çirandin û got: «Êdî çi hewcedariya me bi şahidan heye?
We çêrkirina wî bihîst! Hûn çi dibêjin?» Hemûyan jî ew sûcdar dît û gotin ku ew yê kuştinê ye.
Hingê hinekan dest pê kir û tif kirin wî, rûyê wî nixamtin, dan ber kulman û jê re gotin: «Ka pêxemberîtiyê bike!» Parêzgeran jî ew girt û dan ber sîleyan.
Gava Petrûs li jêr li hewşê bû, ji xizmetkarên Serokkahîn keçikek hat ba wî.
Gava wê dît ku Petrûs xwe li ber êgir germ dike, çav lê zîq kirin û got: «Tu jî bi yê Nisretî re, bi Îsa re bûyî.»
Lê wî înkar kir û got: «Ez nizanim û fêm nakim ku tu çi dibêjî.» Piştre derket derveyî hewşê û dîk bang da.
Gava ku keçika xizmetkar ew li wê derê dît, wê dîsa ji yên wê derê re got: «Evê ha jî yek ji wan e.»
Lê Petrûs dîsa înkar kir. Piştî gavekê yên ku li wir bûn dîsa ji Petrûs re gotin: «Bi rastî tu jî ji wan î, çimkî tu ji Celîlê yî.»
Lê wî dest bi nifiran kir, sond xwar û got: «Ez wî mirovê ku hûn li ser dipeyivin nas nakim.»
Di cih de dîk cara diduyan bang da. Û Petrûs gotina Îsa ya ku ji wî re gotibû, anî bîra xwe: «Berî ku dîk du caran bang bide, tê sê caran min înkar bikî.» Li ser vê yekê dest pê kir û giriya.
Serê sibê zû serekên kahînan bi rihspî, Şerîetzan û hemû civîna giregiran re şêwirîn. Îsa girêdan û birin, dan destê Pîlatos.
Pîlatos ji wî pirsî û got: «Ma tu padîşahê Cihûyan î?» Îsa bersîv da û got: «Erê, wek ku te got.»
Serekên kahînan bi gelek tiştan ew sûcdar kirin.
Pîlatos dîsa ji wî pirsî û got: «Ma tu qet bersîvê nadî? Binêre ku çiqas giliyê te dikin!»
Lê Îsa êdî tu bersîv neda wî, wisa ku Pîlatos şaş ma.
Îcar adet bû ku di her Cejna Derbasbûnê de walî girtiyekî ku gel dixwest berde.
Di nav serhildêrên ku di serhildanê de mêr kuştibûn, girtiyek bi navê Barabas hebû.
Û elalet derket pêşberî walî, jê xwestin ku li gor adeta xwe ji wan re bike.
Pîlatos jî ji wan re got: «Ma hûn dixwazin ku ez ji bo we padîşahê Cihûyan berdim?»
Çimkî wî dizanibû ku serekên kahînan ji ber çavnebariyê Îsa dane destê wî.
Lê serekên kahînan nav di elaletê dan ku bixwazin Barabas ji bo wan bê berdan.
Pîlatos dîsa ji wan pirsî: «Nexwe hûn dixwazin ez çi bi wî kesî bikim ê ku hûn jê re padîşahê Cihûyan dibêjin?»
Ew qîriyan û gotin: «Wî xaç bike!»
Pîlatos ji wan pirsî: «Çima? Wî çi xerabî kiriye?» Lê ew hê bêtir qîriyan: «Wî xaç bike!»
Pîlatos xwest ku elaletê razî bike û Barabas ji wan re berda. Û Îsa da ber qamçiyan û da destê wan, da ku bê xaçkirin.
Hingê leşkeran ew bir hundirê qesrê, yanî hewşa qesra walî û hemû tabûra leşkeran li ser civandin.
Xiftanekî binefşî lê kirin û tacek ji stiriyan honandî danîn ser serê wî.
Dest pê kirin silav danê û gotin: «Bijî padîşahê Cihûyan!»
Bi çîtikekê li serê wî xistin, tif kirin wî, çûn ser çokan û li ber wî xwe tewandin.
Piştî ku tinazên xwe pê kirin, cilê binefşî jê kirin, cilên wî lê kirin û birin derve ku wî xaç bikin.
Şimûnê ji Kûrênê – ku bavê Skender û Rûfos bû – ji zeviya xwe vedigeriya û di wir re derbas dibû. Leşkeran bi zorê xaça Îsa bi wî dan hilgirtin.
Îsa anîn wî cihê ku jê re ‹Golgota› digotin, ku bê wergerandin: «Qoqê Serî».
Şerab û mur tevlihevkirî danê, lê wî venexwar.
Îsa xaçkirin û cilên wî bi pişk li xwe leva kirin, ka wê kî çi bistîne.
Û saet di nehê sibê de ew xaç kirin.
Nivîsa ku ew pê sûcdar dikirin weha bû: «PADÎŞAHÊ CIHÛYAN.»
Bi wî re du rêbir jî xaçkirin; yek li milê wî yê rastê, yê din li milê wî yê çepê.
Yên ku di wir re derbas dibûn, serê xwe dihejandin, Îsa şermezar dikirin û digotin: «Ka teyê Perestgeh hilweşanda û di sê rojan de ava bikira!
Ji xaçê were xwarê û xwe xilas bike!»
Bi vî awayî serekên kahînan û Şerîetzan jî di nav xwe de bi tinaz dipeyivîn û digotin: «Yên din xilas kirin, lê nikare xwe xilas bike!
Bila niha padîşahê Îsraêlê Mesîh ji xaçê bê xwarê, da ku em bibînin û bawer bikin.» Yên bi wî re hatibûn xaçkirin jî ew şermezar dikirin.
Piştî nîvro saet ji diwanzdehan heta saet sisiyan tarî ket ser seranserê welêt.
Û saet di sisiyan de Îsa bi dengekî bilind qîriya: «Êloyî, Êloyî, lama sabaxtanî?» ku bê wergerandin: «Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez berdam?»
Gava hin ji yên ku li wir bûn ev bihîstin, gotin: «Binêrin, ew gazî Êlyas dike.»
Yek ji wan bi lez çû avgirek hilda, bi sihikê tije kir, bi çîtikekê ve danî û dirêjî Îsa kir ku vexwe. Û got: «Bihêlin, em bibînin, ka Êlyas wê bê ku wî bîne xwarê?»
Îsa bi dengekî bilind qîriya û ruhê xwe da.
Hingê perda Perestgehê ji serî heta binî çiriya û bû du perçe.
Sersedê ku li pêşberî Îsa rawesta bû, gava dît ku Îsa çawa ruhê xwe da, got: «Bi rastî jî, ev mirov Kurê Xwedê bû!»
Jinên ku ji dûr ve li vê yekê temaşe dikirin hebûn. Meryema Mejdelanî, Meryema diya Yûsês û Aqûbê ciwan û herweha Seloma jî di nav wan de bûn.
Dema ku Îsa li Celîlê bû, li pey wî diçûn û jê re xizmet dikirin. Ji van pê ve, gelek jinên din jî li wir hebûn ku bi Îsa re hatibûn Orşelîmê.
Roja Amadekirinê, yanî roja beriya Şemiyê bû. Îcar gava bû êvar,
Ûsivê Arîmetyayî hat ê ku endamekî civîna giregiran ê bi rûmet bû. Ew bi xwe jî li hêviya Padîşahiya Xwedê bû. Wî wêrî û çû ba Pîlatos, cesedê Îsa jê xwest.
Gava Pîlatos bihîst ku Îsa ji xwe miriye, şaş ma. Gazî sersed kir û jê pirsî: «Ma gelek wext di ser mirina wî re derbas bûye?»
Gava ji sersed hîn bû, cesed da Ûsiv.
Wî cawekî keten kirrî, cesed anî xwarê, bi caw pêça û di goreke ku di latê de hatibû kolan de veşart. Kevirek gêr kir ser deriyê gorê.
Meryema Mejdelanî û Meryema diya Yûsês dîtin ku ew li ku derê hat veşartin.
Piştî ku roja Şemiyê derbas bû, Meryema Mejdelanî, Meryema diya Aqûb tevî Seloma çûn giyayên bîhnxweş kirrîn, da ku herin, rûn li cesedê Îsa bidin.
Roja heftiyê ya pêşî, serê sibê zû, çaxê roj hilat ew hatin ser gorê.
Wan ji hev re digot: «Kî wê ji bo me wî kevirê ku li ser deriyê gorê ye gêr bike?»
Û gava ku li jorê nêrîn, dîtin ku kevir ji cihê xwe hatiye gêrkirin. Kevir gelek mezin bû.
Çaxê ku ketin hundirê gorê, dîtin ku li aliyê rastê xortekî xiftanê spî wergirtî rûdine. Jin gelek şaş man.
Wî jî ji wan re got: «Şaş nemînin! Hûn li Îsayê Nisretî yê ku hatibû xaçkirin digerin. Ew rabûye! Ew ne li vir e. Va ye cihê ku ew lê dirêjkirî bû.
Lê hûn herin, ji şagirtên wî re û ji Petrûs re bêjin: ‹Wek ku ji we re gotiye ewê beriya we here Celîlê, hûnê li wir wî bibînin.›»
Jin jî derketin û ji gorê reviyan, çimkî şaş mabûn û dilerizîn. Ji kesî re jî tiştek negotin. Çimkî tirs ketibû dilê wan.
Îcar çaxê Îsa roja pêşî ya heftiyê sibê zû rabû, wî pêşî xwe nîşanî Meryema Mejdelanî da, ya ku heft cin jê derxistibûn.
Ew jî çû, xeber da wan ên ku bi Îsa re mabûn, ew ên ku şîn digirtin û digiriyan.
Lê gava wan bihîst ku Îsa dijî û xwe nîşanî Meryemê daye, bawer nekirin.
Piştî van tiştan wî xwe bi awayekî din nîşanî diduyan ji wan da ku diçûn çolê.
Ew jî çûn xeber dan ên din. Lê ji wan jî bawer nekirin.
Paşê Îsa xwe nîşanî yanzdehan da, çaxê ku ew li ser sifrê rûniştibûn. Wî ji ber bêbawerî û serhişkiya wan li wan hilat. Çimkî wan ji yên ku ew rabûyî dîtibûn, bawer nekiribû.
Û wî ji wan re got: «Herin her çar aliyên dinyayê û Mizgîniyê li hemû afirînê bidin bihîstin.
Yê ku baweriyê bîne û bê imadkirin wê xilas bibe, lê yê ku baweriyê neyne wê sûcdar bê derxistin.
Û ev nîşanên ha wê bi yên ku baweriyê tînin re bin: Bi navê min wê cinan derxin, wê bi zimanên nû bipeyivin,
wê maran bi destê xwe bigirin û eger ew tiştên bi jehr jî vexwin, qet ziyanê nabînin. Ewê destê xwe deynin ser nexweşan û nexweş wê qenc bibin.»
Îcar piştî ku Xudan Îsa bi wan re peyivî, hilkişiya ezmên û li milê Xwedê yê rastê rûnişt.
Şagirt jî çûn, li her cihî Mizgînî dan bihîstin. Xudan jî bi wan re dixebitî û bi wan nîşanên ku di pey de dihatin peyv rast derdianî.
Ya Têyofîlosê giranbiha, Gelekan dest bi rêzkirina wan tiştên ku di nav me de çêbûne, kirine,
çawa wan kesên ku ji destpêkê ve bi çavên xwe dîtin û peyv belav kirin, ji me re ragihandin.
Loma, ez jî wek yekî ku ji pêşî ve guhê xwe daye hemûyî û lê kolaye, min qenc dît ku ez wan tiştan rêz bi rêz ji te re binivîsim,
da ku tu rastiya tiştên ku ji te re hatine hînkirin, bizanî.
Dema Hêrodês padîşahê Cihûstanê bû, kahînek ji koma Ebiya hebû. Navê wî Zekerya bû. Jina wî ji keçên Harûn bû û navê wê Êlîzabêt bû.
Û herdu jî li ba Xwedê rast bûn û li gor hemû emir û qanûnên Xudan bê kêmahî rêve diçûn.
Zarokên wan nebûn, çimkî zarok ji Êlîzabêtê re çênedibûn û herdu jî bi nav salan ve çûbûn.
De îcar wisa çêbû, çaxê wî di dora koma xwe de ji Xwedê re xizmeta kahîntiyê dikir,
li gor adeta kahîntiyê, pişk li wî ket ku ew here Perestgeha Xudan û bixûrê bişewitîne.
Di dema şewitandina bixûrê de tevahiya elaleta xelkê li derve dua dikir.
Hingê milyaketekî Xudan jê re xuya bû û li aliyê rastê yê gorîgeha bixûrê rawesta.
Gava Zekerya ew dît, şaş bû û tirs ket dilê wî.
Milyaket jê re got: «Zekerya, netirse! Çimkî duaya te hat bihîstin û jina te Êlîzabêt, wê kurekî ji te re bîne, tê navê wî Yûhenna deynî.
Û ewê ji te re bibe şahî û geşî Û gelek wê bi bûyîna wî dilxweş bibin.
Çimkî ewê li ba Xudan mezin be. Ew şerab û vexwarinên giran qet venaxwe Û hê di zikê diya xwe de wê bi Ruhê Pîroz tije be.
Ewê gelekan ji zaryên Îsraêl li Xudan, Xwedayê wan, vegerîne.
Û ewê bi ruh û bi hêza Êlyas pêxember li pêşiya Xudan here, da ku ew dilê bavan li zarokan û neguhdaran li şehrezayiya dilpakan vegerîne, da ji Xudan re miletekî pêkhatî amade bike.»
Zekerya jî ji milyaket re got: «Ma ezê vê yekê bi çi bizanim? Ez pîr im û jina min jî bi nav salan ve çûye.»
Milyaket lê vegerand û got: «Ez Cibrayîl im, yê ku li ber destê Xwedê radiweste û ez hatime şandin, da ez ji te re bêjim û vê mizgîniyê bidim te.
Va ye, heta wê roja ku ev tişt pêk bê, tê lal bibî û hew bikarî bipeyivî. Çimkî te bi wan gotinên min ên ku di wextê xwe de wê bên cih, bawer nekir.»
Di vê navê de xelk li hêviya Zekerya bû. Ew şaş man, ka çima ew demeke dirêj di Perestgehê de dima.
Û gava ew derket derve, wî nikaribû bi wan re bipeyive û ew têgihîştin ku wî di Perestgehê de dîtiniyek dîtiye. Wî bi îşaretan ji wan re digot û lal ma.
Û gava rojên xizmeta wî temam bûn, ew vegeriya mala xwe.
Piştî wan rojan jina wî Êlîzabêt bizaro bû û wê pênc mehan xwe veşart û got:
«Va ye, di van rojan de Xudan ev yek ji bo min kir: Wî li min nêrî û di nav xelkê de şerma min rakir.»
Di meha şeşan de Xwedê milyaket Cibrayîl şand bajarekî Celîlê, ku navê wê Nisret bû,
ba keçikeke ku dergistiya mirovekî bi navê Ûsiv bû. Ûsiv ji mala Dawid bû. Navê keçikê jî Meryem bû.
Cibrayîl hat ba wê û jê re got: «Silav li te, ey keçika ku kerema Xwedê li ser e. Xudan bi te re ye.»
Meryem bi vê silavê şaş ma û fikirî, ka ev çi silav e?
Milyaket jê re got: «Ya Meryem, netirse! Kerema Xwedê li te bûye.
Va ye, tê bizaro bibî û tê kurekî bînî û navê wî Îsa deynî.
Ewê mezin be û wê jê re Kurê Yê Herî Berz bê gotin. Û Xudan, Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî.
Û ewê her û her li ser mala Aqûb padîşahiyê bike û dawiya padîşahiya wî nayê.»
Meryemê ji milyaket re got: «Ma gelo evê çawa çêbe? Çimkî tu mêr nêzîkî min nebûne.»
Milyaket lê vegerand û got: «Ruhê Pîroz wê bê ser te û tê bikevî bin hêza siya wî Yê Herî Berz. Ji ber vê yekê wê ji wî pîrozê ku wê ji te çêbe re Kurê Xwedê bê gotin.
Û va ye, Êlîzabêt a ku mirova te ye, ew jî bi vê pîrîtiya xwe ve bi kurekî bizaro ye. Ya ku jê re digotin ku zarokan nayne, va ye, ew di heyva xwe ya şeşan de ye.
Çimkî tu tişt li ber Xwedê ne zehmet e.»
Meryemê got: «Va me, ez cêriya Xudan im. Bila wek ku te gotî, ji min re bibe.» Piştre milyaket ji ba wê çû.
Meryem rabû di wan rojan de bi lez çû nav çiyan, bajarekî ji bajarên Cihûda.
Ew gihîşt mala Zekerya û silav li Êlîzabêtê kir.
Gava ku Êlîzabêtê silava Meryemê bihîst, zarok di zikê wê de xwe tevda û Êlîzabêt bi Ruhê Pîroz tije bû,
û bi dengekî bilind got: «Tu di nav jinan de pîroz î û berê zikê te pîroz e!
Ma ez kî me, heta ku diya Xudanê min bê ba min?
Çimkî gava dengê silava te ket guhê min, zarok ji şahiyê xwe di zikê min de tevda.
Xwezî bi wê, ku bawer kir ew tiştên ku ji aliyê Xudan ve jê re hatine gotin, wê bên cih.»
Hingê Meryemê got: «Canê min pesnê Xudan dide.
Û ruhê min bi Xilaskarê min, Xwedê şa dibe,
Çimkî wî li nizimahiya cêriya xwe nêrî. Îcar ji niha û pê ve, hemû nifş wê ji min re bêjin: ‹Xwezî bi te.›
Çimkî Xwedayê hêzdar tiştên mezin ji min re kirin. Navê wî pîroz e.
Û rehma wî nifş bi nifş li ser wan e, Yên ku ji wî ditirsin.
Wî bi zendê xwe qudreta xwe nîşan da, Û wî, yên di dilê xwe de pozbilind ji hev belav kirin.
Wî, yên mezin ji textên wan anîn xwarê, Û yên nizim bilind kirin.
Yên birçî bi tiştên qenc têr kirin, Û yên dewlemend destvala rêkirin.
Wî rehma xwe anî bîra xwe Û alîkariya xulamê xwe Îsraêl kir,
Çawa ku ji bav û kalên me re, Ji Birahîm û dûndana wî re Soza xwe ji bo her û her daye.»
Meryem nêzîkî sê mehan li ba Êlîzabêtê ma û paşê vegeriya mala xwe.
Gava dema zarokanîna Êlîzabêtê hat, wê kurek anî.
Cîran û mirovên wê bihîstin ku Xudan rehmeke mezin li wê kiriye û ew jî bi wê re şa bûn.
Û di roja heştan de ji bo sinetkirina kurik hatin û xwestin, navê bavê wî Zekerya lê bikin.
Lê diya wî li wan vegerand û got: «Na, navê wî wê Yûhenna be.»
Wan jê re got: «Di nav mirovên te de kesek bi vî navî tune.»
Îcar wan bi îşaretan ji bavê wî pirsî, ka ew dixwaze çi navî li wî bike
Wî nivîsdekek xwest û weha li ser nivîsî: «Navê wî Yûhenna ye.» Û hemû şaş man.
Di cih de dev û zimanê wî vebûn, peyivî û pesnê Xwedê da.
Tirs ket dilê hemûyên ku li dora wan rûdiniştin û li seranserê çiyayên Cihûstanê li ser van tiştan hat peyivîn.
Û hemûyên ku ev tişt bihîstin, ew xistin dilê xwe û gotin: «Gelo ev zarok wê bibe çi?» Çimkî destê Xudan li ser wî bû.
Û bavê wî Zekerya bi Ruhê Pîroz tije bû, wî pêxemberîtî kir û got:
«Pesin ji Xudan Xwedayê Îsraêl re, Ku ew hat serdana gelê xwe û wî ew bi berdêl xilas kir.
Wî ji mala xulamê xwe Dawid Strûhekî xilasiyê ji me re rakir,
– Çawa ku wî hê ji berê ve bi devê pêxemberên xwe yên pîroz gotibû –
Ku em ji dijminên me û ji destê hemûyên ku ji me nefret dikin, xilas bike,
Da li bav û kalên me bê rehmê, Û peymana xwe ya pîroz,
Wê sonda ku ji bavê me Birahîm re xwaribû, bîne bîra xwe
Ku em ji destê dijminên xwe xilas bibin Û bê tirs li ber wî di hemû rojên jiyana xwe de Bi paqijî û rastî biperizin wî.
Û tu jî, zaroko, wê ji te re pêxemberê Yê Herî Berz bê gotin, Çimkî tê di pêşiya Xudan de herî, da ku tu riyên wî amade bikî
Û ji bo lêbihûrtina gunehên wan, Xilaskirinê bi gelê wî bidî zanîn.
Ji rehm û dilovaniya Xwedayê me, Wê ji jor, wek ku roj hiltê, bê serdana me,
Da ronahiyê bide wan ên ku di tariyê de Û di bin siya mirinê de rûniştine Û ewê berê lingên me bide ser riya silametê.»
Kurik mezin dibû û bi ruh bi qewet dibû û heta bi wê roja ku ew ji Îsraêl re xuya bû, li çol û çolistanan ma.
Di wan rojan de Qeyser Awgûstos emir da, ku hemû xelkên dinya Romayê bên jimartin.
Di wê demê de, gava Kûrênyos serdarê Sûriyê bû, ev hejmartina pêşî bû ku hat kirin.
Û her kes çû bajarê xwe, da ku xwe bide nivîsîn.
Ûsiv jî ji bajarê Nisreta Celîlê çû Beytlehmê, bajarê Dawid ê li Cihûstanê, çimkî ew ji mala Dawid û ji bavikê wî bû.
Ew çû wê derê, da ku xwe bi dergistiya xwe Meryemê re bide nivîsîn. Dergistiya wî jî bizaro bû.
Gava ew li Beytlehmê bûn, dema zarokanîna wê hat
û wê kurê xwe yê nixurî anî. Wê zarokê xwe di pêçekê de pêça û di afirekî de danî, çimkî cihê wan li mêvanxanê tunebû.
Îcar li wê derdorê şivanan bi şev li çolê li ber keriyên xwe nobe digirt.
Milyaketekî Xudan ji wan re xuya bû û rûmeta Xudan hawirdora wan kir ronahî. Tirseke mezin ket ser wan.
Milyaket ji wan re got: «Netirsin! Ez hatime, ku ez mizgîniya şabûneke mezin bidim we, ku ji tevahiya gel re ye.
Îro li bajarê Dawid xilaskarek ji we re çêbûye. Ew jî Xudan Mesîh e.
Bila ev ji we re bibe nîşan: Hûnê zarokekî di pêçekê de pêçayî û di afirekî de razayî bibînin.»
Û ji nişkê ve ordiyeke leşkerên ezmên bi milyaket re xuya bûn, pesnê Xwedê didan û gotin:
«Li bilindahiyan ji Xwedê re rûmet Û li ser erdê li ser wan ên ku Xwedê ji wan razî ye silamet.»
Çaxê milyaket ji dora wan hilkişiyan ezmên, şivanan ji hev re got: «De werin, em herin Beytlehmê û vî tiştê bûyî yê ku Xudan bi me daye zanîn, bibînin.»
Îcar ew bi lez çûn. Wan Meryem, Ûsiv û zarokê di afir de razayî dîtin.
Gava ew dîtin, wan ew xebera ku li ser zarok bihîstibûn, belav kirin.
Hemûyên ku ev bihîstin, li tiştên ku şivanan ji wan re got, şaş man.
Lê Meryemê ev xeberên ha hemû di dilê xwe de hildianîn û kûr li ser wan difikirî.
Şivan vegeriyan; ji bo tiştên dîtî û bihîstî pesnê Xwedê didan û rûmet didanê. Her tiştî, bi awayê ku ji wan re hatibû gotin dîtibûn.
Çaxê heşt roj temam bûn, ew hat sinetkirin û navê wî Îsa danîn, wek ku hê berî ew bikeve zikê diya xwe, milyaket gotibû.
Û gava rojên paqijbûna wan li gor Şerîeta Mûsa temam bûn, zarok birin Orşelîmê, da ku wî pêşkêşî Xudan bikin,
wek ku di Şerîeta Xudan de hatiye nivîsîn: «Her zarokê nêr ê nixurî wê nedrê Xudan be»
û li gor gotina Şerîeta Xudan «Cotek kevokên qumrî, an du ferxên kevokan» jê re bikin gorî.
Hingê li Orşelîmê mirovek hebû, ku gelek rast û xwedêtirs bû. Navê wî Şimûn bû. Ew li hêviyê bû ku Îsraêl bê handan. Ruhê Pîroz li ser wî bû.
Û Ruhê Pîroz bi wî dabû zanîn ku berî dîtina Mesîhê Xudan, ew mirinê nabîne.
Bi rêberiya Ruh ew hat Perestgehê. Gava dê û bavê wî, ji bo pêkanîna Şerîetê, Îsayê zarok anîn Perestgehê,
Şimûn rahişt wî û ew xist himbêza xwe, wî pesnê Xwedê da û got:
«Ya Xudan, niha li gor gotina xwe Xulamê xwe bi silamet berde.
Çimkî çavê min xilaskirina te dît,
A ku te li ber çavê hemû miletan amade kiriye:
Ronahiya ku çavê miletan vedike Û rûmeta ji bo gelê te yê Îsraêl e.»
Dê û bavê wî li wan gotinên Şimûn gelek şaş man.
Şimûn ew pîroz kirin û ji diya wî Meryemê re got: «Ev zarokê ha ji bo ketin û rabûna gelekan li Îsraêlê hatiye danîn û ew nîşanek e ku li hember derkevin,
da ku fikrên dilê gelekan bên kifşkirin. Û şûrek wê di dilê te re jî here, wî qul bike.»
Û li wê derê pêxemberek hebû, navê wê Hana bû. Ew keça Fanowêl û ji eşîra Aşêr bû. Ew gelek pîr bû û piştî keçkaniya xwe heft salan bi mêrê xwe re mabû
û piştre heta heştê û çar salan jinebî mabû. Wê dev ji Perestgehê bernedida û bi şev û roj bi dua û rojî diperizî Xwedê.
Ew jî di wê kêlîkê de hat, pesnê Xwedê da û wê li ser wî ji yên ku li hêviya xilasiya Orşelîmê bûn re got.
Û çaxê wan li gor Şerîeta Xudan her tişt pêk anî, vegeriyan bajarê xwe Nisreta Celîlê.
Îcar zarok mezin dibû, bi hêz dibû û bi şehrezayiyê tije dibû û qenciya Xwedê jî li ser wî bû.
Dê û bavê wî her sal di Cejna Derbasbûnê de diçûn Orşelîmê.
Gava Îsa dibû diwanzdeh salî, ew li gor adeta cejnê dîsa hilkişiyan Orşelîmê.
Piştî ku wan rojên cejnê temam kirin û vegeriyan, Îsayê zarok li Orşelîmê ma. Haya dê û bavê wî jê tunebû.
Di gumana wan de ew jî di nav koma rêwiyan de ye û ew rojekê rêve çûn. Hê ji nû ve di nav mirov û nasên xwe de li wî geriyan.
Gava wan ew nedît, ew vegeriyan Orşelîmê û lê geriyan.
Di roja sisiyan de wan ew di Perestgehê de dît. Ew di nav mamosteyên Şerîetê de rûniştî bû, guh dida wan û pirs ji wan dikirin.
Hemûyên ku gotinên wî dibihîstin li şehrezayî û bersîvên wî şaş diman.
Dema dê û bavê wî ew dîtin, gelek şaş man. Diya wî ji wî re got: «Kurê min, te çima wisa li me kir? Ez û bavê te, em bi xem û xiyal li te digeriyan.»
Wî ji wan re got: «Çima hûn li min geriyan? Ma we nizanibû ku divê ez li mala Bavê xwe bim?»
Lê wan maneya gotinên wî fêm nekir.
Îcar Îsa bi wan re daket û çû bajarê Nisretê û bi ya wan dikir. Lê diya wî ev tiştên ha hemû di dilê xwe de hilanîn.
Îsa jî bi şehrezayiyê pêşve diçû û mezin dibû; ew li ber Xwedê û li ber mirovan keremdar bû.
Di sala panzdehan a padîşahiya Qeyser Tîberyos de Pontiyos Pîlatos waliyê Cihûstanê bû, Hêrodês serwerê Celîlê bû, birayê wî Filîpos serwerê herêma Îtûrya û Traxonîdayê bû, Lûsanyas serdarê Avêlinyayê bû
û Henan û Qeyafa Serokkahîn bûn. Di wê demê de gotina Xwedê li çolê ji Yûhennayê kurê Zekerya re hat.
Îcar Yûhenna çû û li seranserê Çemê Urdunê hîn dikir, ku xelk imad bibin û tobe bikin, da ku li gunehên wan bê bihûrtin.
Çawa ku di kitêba gotinên Îşaya pêxember de hatiye nivîsîn: «Dengê yê li çolê bang dike: ‹Riya Xudan amade bikin Şiveriyên wî sererast bikin!
Her gelî wê tije bibin, Her çiya û gir wê nizim bibin, Xwarî wê rast bibin Û riyên asê wê hilû bibin.
Û her mirov wê xilasiya Xwedê bibîne.›»
Îcar elalet dihatin, da ku ji aliyê Yûhenna ve bên imadkirin. Wî ji wan re got: «Hey têjikên koremaran, kê ji we re gotiye ku hûn ji ber wê xezeba ku tê, birevin?
De ka fêkiyê ku li tobekirinê tê, bidin û dest pê nekin û ji xwe re nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye.› Ez ji we re dibêjim ku Xwedê dikare ji van keviran jî zarokan ji Birahîm re rake.
Ji xwe bivir li ser qurmê daran e. Her dara ku berê qenc nede, wê bê birrîn û bê avêtin nav êgir.»
Û elaletê ji wî pirsî û got: «Nexwe em çi bikin?»
Wî li wan vegerand û got: «Yê ku du kirasên wî hebin, bila yekî bide wî yê ku tune û yê ku xwarina wî hebe, bila ew jî wisa bike.»
Bacgir jî hatin, da ku imad bibin û gotin: «Mamoste, ma em çi bikin?»
Wî ji wan re got: «Ji wî tiştê ku divê hûn bistînin bêtir nestînin.»
Leşkeran jî pirsî û gotin: «Lê em çi bikin?» Û wî ji wan re got: «Bêbextiyê li xelkê nekin û bi darê zorê tiştekî ji wan nestînin û bi meaşê xwe razî bin.»
Ew xelk hemû di hêviyê de dima û li ser Yûhenna di dilê xwe de digotin: «Ma gelo Mesîh ev e?»
Û Yûhenna bersîva wan da û got: «Ez bi avê we imad dikim, lê yê ji min hêzdartir tê, ku ez ne hêja me, benên çaroxa wî jî vekim. Ewê bi Ruhê Pîroz û bi êgir we imad bike.
Melhêba wî di destê wî de ye, da ku bêndera xwe paqij bike û genim di embara xwe de bicivîne, lê ewê kayê bi agirê ku venamire bişewitîne.»
Bi vî awayî wî bi gelek tiştên din jî şîret li xelkê dikir û Mizgînî bi wan dida bihîstin.
Lê gava Yûhenna ji ber jinbira Mîr Hêrodês Hêrodiya û ji ber hemû xerabiyên din, yên ku wî kiribûn, li wî hilat,
Hêrodês li ser hemû xerabiyên xwe ev jî bi ser de zêde kir, ku wî Yûhenna avêt zîndanê.
Gava xelk hemû dihat imadkirin, Îsa jî imad bû. Wê kêlîka ku Îsa dua dikir, ezman vebû
û Ruhê Pîroz bi beden di şiklê kevokekê de li ser wî danî û dengek ji ezmên hat û got: «Tu yî Kurê min ê delal. Dilê min bi te xweş e.»
Îsa bi xwe, gava ku dest bi hînkirina xwe kir, nêzîkî sî salî bû. Û wek ku dihat gumankirin ew kurê Ûsiv bû, kurê Elî,
kurê Metat, kurê Lêwî, kurê Melkê, kurê Yannay, kurê Ûsiv,
kurê Metîtya, kurê Amos, kurê Nahûm, kurê Heslî, kurê Necay,
kurê Mehat, kurê Metîtya, kurê Şêmeyîn, kurê Yûsêx, kurê Yoda,
kurê Yûhenan, kurê Rêşa, kurê Zerûbabel, kurê Şaltiyêl, kurê Nerî,
kurê Melkê, kurê Êdî, kurê Qosam, kurê Êlmedam, kurê Er,
kurê Yêşû, kurê Êliyazêr, kurê Yorîm, kurê Metat, kurê Lêwî,
kurê Şimûn, kurê Cihûda, kurê Ûsiv, kurê Yonam, kurê Êlyaqîm,
kurê Melya, kurê Mena, kurê Metêta, kurê Natan, kurê Dawid,
kurê Yêşa, kurê Ovêd, kurê Bowaz, kurê Selmon, kurê Nehşon,
kurê Amînadav, kurê Admîn, kurê Aram, kurê Hesrûn, kurê Perez, kurê Cihûda,
kurê Aqûb, kurê Îshaq, kurê Birahîm, kurê Têrah, kurê Nehor,
kurê Serûx, kurê Rêwo, kurê Pêlêg, kurê Eber, kurê Şalah,
kurê Qênan, kurê Arpexşad, kurê Sam, kurê Nûh, kurê Lamex,
kurê Metûşela, kurê Henox, kurê Yarêd, kurê Mahalalêl, kurê Qênan,
kurê Enoş, kurê Sêt, kurê Adem, kurê Xwedê bû.
Û Îsa bi Ruhê Pîroz tije ji Çemê Urdunê vegeriya. Ruh ew bir çolê
û ew çil rojî ji aliyê Îblîs ve hat ceribandin. Wî di wan rojan de tiştek nexwar û gava ew roj derbas bûn, ew birçî bû.
Îblîs jê re got: «Eger tu Kurê Xwedê yî, ji vî kevirî re bêje, bila bibe nan.»
Îsa bersîva wî da û got: «Hatiye nivîsîn ku: ‹Mirov ne bi nên tenê dijî.› »
Îblîs ew derxist bilindahiyekê û di bîhnekê de wî hemû padîşahiyên dinyayê nîşanî wî dan
û jê re got: «Ezê hemû vê desthilatiyê û rûmeta van padîşahiyan bidim te; çimkî ew ji min re hatiye dayîn û ez dikarim wê bidim wî yê ku ez dixwazim.
Îcar, eger tu ji min re herî ser çokan, hemû wê bibin ên te.»
Îsa bersîva wî da û got: «Hatiye nivîsîn ku: ‹Biperize Xudan Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re xizmetê bike.› »
Hingê Îblîs ew bir Orşelîmê, ew danî ser birca Perestgehê û jê re got: «Eger tu Kurê Xwedê yî, ka xwe ji vir bavêje xwarê.
Çimkî hatiye nivîsîn: ‹Ewê ji bo te li milyaketên xwe emir bike, da ku ew te biparêzin›
û ‹ewê te li ser destên xwe hilgirin, da ku lingê te li kevirekî nekeve.› »
Îsa lê vegerand û got: «Hatiye gotin: ‹Xudan, Xwedayê xwe neceribîne.› »
Û gava Îblîs hemû ceribandinên xwe xilas kirin, ew wextekê jê dûr ket.
Û Îsa bi hêza Ruhê Pîroz vegeriya Celîlê û li seranserê wî cihî nav û dengê wî belav bû.
Wî di kinîştên wan de hîn dikir û hemûyan pesnê wî dida.
Û ew hat Nisretê, cihê ku lê mezin bûbû û wek adeta xwe, roja Şemiyê ket kinîştê, rabû ser xwe, da ku ji wan re bixwîne.
Kitêba Îşaya pêxember dan wî. Gava wî nivîsara lihevpêçayî vekir, wî ew cih dît ku tê de weha hatibû nivîsîn:
«Ruhê Xudan li ser min e, Çimkî wî ez mesh kirime, Da ez Mizgîniyê bidim belengazan; Wî ez şandime, da ku ez ji girtiyan re azadiyê Û ji koran re vebûna çavan bidim bihîstin, Bindestan azad bikim
Û sala Xudan a keremê bidim naskirin.»
Wî kitêb li hev pêça, ew da destê yê berdestî û rûnişt. Çavên hemûyên ku di kinîştê de bûn, li wî diman.
Îcar wî dest pê kir û ji wan re got: «Îro ev nivîsara ku we bihîst, hat cih.»
Û hemûyan ew erê kir û li wan gotinên wî yên merdane, yên ku ji devê wî derdiketin, şaş man û gotin: «Ma ev ne kurê Ûsiv e?»
Û wî ji wan re got: «Bêguman hûnê vê meselê ji min re bêjin: ‹Hekîmo, de xwe bi xwe qenc bike! De ka wan hemû tiştên me bihîstine ku te li Kefernahûmê kirine, li vê derê, li bajarê xwe jî bike!›»
Hingê wî got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, tu pêxember bi dilê xelkên bajarê xwe tune.
Lê ez ya rast ji we re dibêjim: Di rojên Êlyas pêxember de, çaxê ku ezman sê sal û şeş mehan hatibû girtin û di tevahiya welêt de xelayeke giran çêbûbû, gelek jinebî li welatê Îsraêlê hebûn.
Îcar Êlyas ji tu kesekî ji wan re nehat şandin, belê ji jinebiya ku li herêma Saydayê, li bajarê Sarêfatê dima re hat şandin.
Û di dema Êlîşa pêxember de gelek kotî li welatê Îsraêlê hebûn û ji nav wan ji Nemanê ji Sûriyê pê ve, kesekî din nehat paqijkirin.»
Gava wan kesên di kinîştê de ev yek bihîst, hemû hêrs ketin
û rabûn ser xwe, Îsa ji bajêr derxistin derve, birin ser kendalê girê ku bajarê wan li ser hatibû avakirin, da ku wî ji wê derê bavêjin xwarê.
Lê ew di nav wan re derbas bû û çû.
Îsa bi xwar ve dageriya Kefernahûmê, bajarekî Celîlê û wî di roja Şemiyê de hîn kir.
Ew li hînkirina wî gelek şaş diman, çimkî ew bi desthilatî peyivî.
Di kinîştê de mirovek hebû ku ruhê cinekî nepak pê re hebû. Wî bi dengekî bilind kir qîrîn û got:
«Ax, Îsayê Nisretî, ma te çi ji me ye? Ma tu hatiyî, da ku tu me helak bikî? Ez dizanim tu kî yî, tu Pîrozê Xwedê yî.»
Îsa lê hilat û got: «Devê xwe bigire û ji wî derkeve!» Cin ew mirov di navendê de avêt erdê, ji wî derket û ziyanek nedayê.
Û hemû heyirî man û tirsiyan, ew di nav hev de peyivîn û gotin: «Gelo ev çi gotin e, çimkî ew bi hêz û desthilatî emir li ruhên nepak dike û ew derdikevin?»
Êdî nav û dengê wî li her cihê wê herêmê belav bû.
Hingê Îsa ji kinîştê derket û çû mala Şimûn. Xesûya Şimûn tayeke giran girtibû û ji bo wê ji wî lava kirin.
Îcar ew raserî wê rawesta û li tayê hilat. Ta ji wê çû û ew di cih de rabû ser xwe û xizmeta wan kir.
Çaxê roj çû ava, hemûyan nexweşên xwe yên ku ketibûn êş û janên cûr bi cûr, anîn ba wî. Wî jî destên xwe danîn ser her yekî ji wan û ew qenc kirin.
Û ji gelekan jî cin derdiketin, dikirin qîrîn û digotin: «Tu Kurê Xwedê yî.» Wî li wan hilat û nedihişt ku deng ji wan derkeve, çimkî wan dizanibû ku ew Mesîh e.
Îcar gava bû roj, Îsa derket û çû cihekî ku bêpêjin bû. Elalet jî lê digeriya û dihatin heta ba wî. Wan dixwest ku wî bigirin, da ku ew ji ba wan neçe.
Lê wî ji wan re got: «Divê ez Mizgîniya Padîşahiya Xwedê bidim bajarên din jî, çimkî ez ji bo vê yekê hatime şandin.»
Û wî di kinîştên Cihûstanê de hîn dikir.
Rojekê gava Îsa li ber perê Gola Cênîsartê sekinîbû, elalet li wî teng dikir, da ku gotina Xwedê bibihîzin.
Îsa du qeyik li devê golê dîtin. Masîgir ji wan peya bûbûn û torên xwe dişuştin.
Îsa li qeyikekê ji wan siwar bû. Ew jî ya Şimûn bû û ji wî hêvî kir ku qeyikê piçekê ji bejê dûr bixe. Û rûniştî ji qeyikê elalet hîn dikir.
Piştî ku wî gotinên xwe xilas kirin, ji Şimûn re got: «Qeyika xwe ber bi kûrahiyê ve bajo, torên xwe bavêjin nêçîra masiyan.»
Şimûn lê vegerand û got: «Ya Hosta! Tevahiya şevê me kir û nekir, me tu tişt negirt. Lê li ser gotina te, ezê toran bavêjim.»
Gava wan wisa kir, wan ewqas masî girtin ku hindik mabû, torên wan bidirin.
Wan bi îşaret kirin şirîkên xwe yên ku di qeyika din de bûn, da ku bên û alîkariya wan bikin. Ew jî hatin û herdu qeyik ewqas dagirtin ku hindik ma bû, ew bin av bibin.
Gava Şimûn-Petrûs ev dît, wî xwe avêt ber çokên Îsa û got: «Ya Xudan, ji min dûr keve, çimkî ez mirovekî gunehkar im.»
Çimkî ew û hemû yên ku pê re bûn ji pirrbûna masiyên ku girtibûn, heyirî diman û ditirsiyan,
wisa jî Aqûb û Yûhenna, kurên Zebedî, yên ku şirîkên Şimûn bûn heyirîn. Hingê Îsa ji Şimûn re got: «Netirse! Ji niha û pê ve, tê bibî nêçîrvanê mirovan.»
Wan qeyikên xwe kişandin bejê, dev ji her tiştî berdan û li pey wî çûn.
Gava ku ew li nav bajarekî ji bajaran bû, li wir mirovek hebû ku bedena wî hemû kotî bû. Gava wî Îsa dît, xwe deverû avêt erdê, jê lava kir û got: «Ya Xudan, eger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî.»
Îsa destê xwe dirêj kir, dest li wî da û got: «Ez dixwazim. Paqij bibe!» Û di cih de kotîbûn jê çû.
Û Îsa tembîh li wî kir, ku ew vê yekê ji kesî re nebêje, lê jê re got: «Here xwe nîşanî kahîn bide û wek ku Mûsa emir kiriye, pêşkêşekê bide, da ji wan re bibe şahidî, ku tu paqij bûyî.»
Dîsa jî nav û dengê Îsa hê bêtir belav dibû û elaleteke mezin li hev kom dibû, da ku guhdariya wî bikin û ji nexweşiyên xwe qenc bibin.
Lê wî xwe dida çolê û dua dikir.
Rojekê, çaxê wî hîn dikir, Fêrisî û Şerîetzan jî li wir rûniştibûn. Ew ji her gundên Celîlê, Cihûstanê û ji Orşelîmê hatibûn. Hêza Xudan ji bo qenckirina nexweşiyên wan pê re bû.
Hingê hin zilaman yekî felcî di nav nivînan de anî û dixebitîn ku wî bînin hundir û deynin ber Îsa.
Lê gava wan ji ber elaletê tu rê nedît ku wî bînin hundir, ew hilkişiyan ser bên, keremîtik rakirin û ew tevî nivînên wî daxistin navendê ber Îsa.
Gava wî baweriya wan dît, ji yê felcî re got: «Ey mirovo! Li gunehên te hat bihûrtin.»
Şerîetzan û Fêrisiyan dest pê kir, fikirîn û gotin: «Ma evê ku çêrî Xwedê dike kî ye? Ma ji Xwedê pê ve, kî dikare li gunehan bibihûre?»
Îsa bi fikrên wan hesiya, wî bersîv da û ji wan re got: «Ma hûn çima tiştên weha di dilê xwe de dibêjin?
Ma kîjan hêsanîtir e? Ez bêjim: ‹Gunehên te li te hatin bihûrtin!› an ku ez bêjim: ‹Rabe û rêve here!›
Lê ji bo ku hûn bizanin desthilatiya Kurê Mirov heye ku li ser erdê li gunehan bibihûre», ji yê felcî re got: «Ez ji te re dibêjim, rabe nivînên xwe hilîne û here mala xwe.»
Ew jî di cih de li pêş wan rabû ser xwe, rahişt wan nivînên ku ew di nav wan de bû, çû mala xwe û pesnê Xwedê da.
Hemû li vê yekê heyirî man, pesnê Xwedê dan, dilê wan tije tirs bû û gotin: «Îro me tiştên ecêb dîtin.»
Piştî vê yekê Îsa derket derve û bacgirekî rûniştî di bacxanê de dît, ku navê wî Lêwî bû. Wî jê re got: «Li pey min were.»
Wî jî dev ji her tiştî berda, rabû ser xwe û li pey wî çû.
Lêwî jê re di mala xwe de ziyafetek da. Li ser sifrê bi wan re hejmareke mezin ji bacgiran û hinekên din rûniştibûn.
Îcar Fêrisiyan û zaneyên wan ên Şerîetê di serê şagirtên wî de kirin pitepit û gotin: «Çima hûn bi bacgir û gunehkaran re dixwin û vedixwin?»
Îsa li wan vegerand û got: «Ne yên saxlem, lê yên nexweş hewcedarê hekîm in.
Ez nehatime, ku ji bo tobekirinê gazî rastan bikim, lê ez hatim ku gazî gunehkaran bikim.»
Îcar wan ji Îsa re got: «Şagirtên Yûhenna gelek rojiyê digirin û dua dikin û yên Fêrisiyan jî wisa dikin, lê yên te dixwin û vedixwin.»
Îsa ji wan re got: «Heta ku zava bi wan re ye, ma hûn dikarin ji xelkê dawetê re bêjin: ‹Rojiyê bigirin!›
Lê rojên ku zava wê ji nav wan bê standin wê bên. Hingê di wan rojan de ewê rojiyê bigirin.»
Wî meselek jî ji wan re got: «Tu kes perçeyekî ji cilekî nû jê nake, ku cilekî kevin pê pîne bike. Eger bike, hem wê cilê nû bidirîne, hem jî ew perçê ji cilê nû bi cilê kevin re li hev nayê.
Û tu kes şeraba nû naxe meşkên kevin. Eger weha bike, şeraba nû wê meşkan bidirîne, şerab wê birije û meşk wê ziyan bibin.
Lê belê divê şeraba nû bikeve meşkên nû.
Û kesek tune ku piştî şeraba kevin vexwe, ya nû bixwaze, çimkî ew dibêje: ‹Ya kevin xweş e.›»
Rojeke Şemiyê, gava Îsa di nav dexlan re diçû, şagirtên wî simbil diçinîn, di nav destên xwe de difirikandin û dixwarin.
Lê hinekan ji Fêrisiyan ji wan re got: «Çima hûn tiştê ku roja Şemiyê nabe, dikin?»
Îsa li wan vegerand û got: «Ma we nexwendiye, ku Dawid çi kir gava ew û yên bi wî re birçî bûn?
Çawa ew ket Mala Xwedê, nanê pêşberiyê stand, xwar û da wan ên bi xwe re jî, ew nanê ku ji kahînan pê ve çênabe ku kesek bixwe?»
Û wî ji wan re got: «Kurê Mirov Xudanê roja Şemiyê ye.»
Rojeke din a Şemiyê ew çû kinîştê û hîn kir. Li wê derê mirovek hebû ku destê wî yê rastê hişkbûyî bû.
Îcar çavên Şerîetzan û Fêrisiyan li Îsa bûn, ka ewê roja Şemiyê nexweşiyan qenc bike. Çimkî ew li tiştekî digeriyan, da ku wî sûcdar bikin.
Lê wî dizanibû ku ew çi difikirin û ji wî zilamê ku destê wî hişkbûyî bû re got: «Rabe ser xwe û li navendê raweste.» Ew jî rabû ser xwe û rawesta.
Hingê Îsa ji wan re got: «Ez ji we dipirsim: Ma di roja Şemiyê de qencîkirin an xerabîkirin, xilaskirina jiyana mirovekî an helakkirin cayîz e?»
Û wî li hemûyên hawirdora xwe nêrî û ji wî mirovî re got: «Destê xwe dirêj bike!» Wî jî wisa kir û destê wî qenc bû.
Lê ew bi carekê har bûn û bi hevdû şêwirîn, ka ew çi li Îsa bikin.
Di wan rojan de Îsa çû çiyê, da ku dua bike. Wî tevahiya şevê bi duakirina li ber Xwedê derbas kir.
Û gava bû roj, wî gazî şagirtên xwe kir û diwanzdeh ji wan hilbijartin. Wî ji wan re «Şandî» got:
Ew jî ev bûn: Şimûn, yê ku wî navê Petrûs jî lê kiribû û birayê wî Endrawis, Aqûb û Yûhenna, Filîpos û Bertolomeyos,
Metta û Tûma, Aqûbê Halfayos û Şimûn, yê ku jê re Welatparêz digotin,
Cihûdayê kurê Aqûb û Cihûdayê Îsxeryotî yê ku li Îsa xayîn derket.
Û ew bi wan re hat xwarê û li nav deştekê rawesta. Û li wir komeke mezin a ji şagirtên wî û elaleteke mezin ji xelkê hebû. Ew ji seranserê Cihûstanê, ji Orşelîmê û ji ber keviya deryayê, ji Sûr û Saydayê hatibûn, da ku guhdariya wî bikin û ji nexweşiyên xwe qenc bibin.
Yên ku ji ruhên nepak jî cefa dikişandin, dihatin qenckirin.
Û tevahiya elaletê dixebitî ku destê xwe li wî bidin, çimkî hêz ji wî derdiket û hemû qenc dikirin.
Îcar Îsa çavên xwe ber bi şagirtên xwe ve hildan û got: «Xwezî bi we belengazan, Çimkî Padîşahiya Xwedê ya we ye.
Xwezî bi we, hûn ên ku niha birçî ne, Çimkî hûnê bên têrkirin. Xwezî bi we, hûn ên ku niha digirîn, Çimkî hûnê bikenin.
Xwezî bi we, gava ku xelk di ber Kurê Mirov de, ji we nefret bikin, we ji nav xwe derxin, we nizim bikin û navê we bi xerabî derxin.
Di wê rojê de şa bin û ji şahiyê bireqisin, çimkî xelata we li ezmên mezin e. Bav û kalên wan jî li pêxemberan wisa dikirin.
Lê belê wey li we dewlemendan, Çimkî we handana xwe standiye.
Wey li we, hûn ên ku niha têr in, Çimkî hûnê birçî bibin. Wey li we, hûn ên ku niha dikenin, Çimkî hûnê bikevin şîn û girînê.
«Wey li we be, gava ku hemû mirov bi qencî li ser we bipeyivin, çimkî bav û kalên wan jî bi pêxemberên derewîn wisa dikirin.
«Lê ez ji we guhdaran re dibêjim: Ji dijminên xwe hez bikin; qenciyê bi wanên ku ji we nefret dikin, bikin.
Duayên qenc ji bo wan bikin, yên ku nifiran li we dikin; ji bo wan ên ku xerabiyê bi we dikin, dua bikin.
Yê ku sîleyeke li lama te bixe, ya din jî bide ber. Û eger yek ebayê te ji te bistîne, kirasê xwe jî bi dest ve berde.
Bide her kesê ku ji te dixwaze û tiştên xwe ji wî yê ku ji te distîne, bi şûn de nexwaze.
Çawa hûn dixwazin ku xelk ji we re bikin, hûn jî wisa ji wan re bikin.
«Eger hûn ji wan hez bikin, yên ku ji we hez dikin, gelo çi feyda we wê jê hebe? Çimkî gunehkar jî ji wan ên ku ji wan hez dikin, hez dikin.
Û eger hûn qenciyê bi wan bikin, yên ku qenciyê bi we dikin, gelo çi feyda we wê jê hebe? Gunehkar jî wisa dikin.
Û eger hûn bi deyn bidin wan ên ku hûn bi hêvî ne ji wan bistînin, gelo çi feyda we wê jê hebe? Gunehkar jî bi deyn didin gunehkaran, da ku tiştê dayî bi şûn de bistînin.
Lê belê ji dijminên xwe hez bikin û qenciyê bikin. Bi deyn bidin û li hêviya vegerandinê nemînin. Hingê xelata we wê mezin be û hûnê bibin kurên Yê Herî Berz. Çimkî ew ji nankoran û xeraban re qencîker e.
Dilbirehm bin, çawa ku Bavê we jî dilbirehm e.
«Dadbar nekin, hûn jî nayên dadbarkirin; sûcdar dernexin, hûn jî sûcdar nayên derxistin; lê bibihûrin, wê li we jî bê bihûrtin.
Bidin, wê ji we re jî bê dan; bi pîvaneke qenc, bihevdedayî, bihevdehejandî û sereavêtî, wê bikeve pêşa we. Çimkî hûn bi çi pîvanê bipîvin, bi wê pîvanê jî wê ji we re bê pîvandin.»
Û Îsa meselek jî ji wan re got: «Ma yê kor dikare rêberiya yê kor bike? Ma herdu jî nakevin çalê?
Şagirt ne di ser mamostê xwe re ye; lê her yekê ku di hînbûna xwe de bigihîje, wê bibe wek mamostê xwe.
Û çima tu qirşikê di çavê birayê xwe de dibînî, lê girşê di çavê xwe de nabînî?
An çawa tu dikarî ji birayê xwe re bêjî: ‹Birawo, bihêle ku ez vî qirşikê di çavê te de derxim›, lê tu girşê di çavê xwe bi xwe de nabînî? Hey mirovê durû! Ka pêşî girş ji çavê xwe derxe, hingê tê zelal bibînî, ku qirşikê di çavê birayê xwe de derxî.
«Ne dara qenc a ku berê xerab dide heye û ne jî dara xerab a ku berê qenc dide.
Her dar ji berê xwe tê naskirin; tu kes ji stiriyan hêjîran nade hev û ne jî ji diriyê tirî diçine.
Mirovê qenc ji xezîna dilê xwe ya qenc tiştê qenc derdixe û yê xerab ji xezîna dilê xwe ya xerab tiştê xerab derdixe, çimkî dev ji tijebûna dil dibêje.
«Û çima hûn ji min re dibêjin: ‹Ya Xudan, Ya Xudan› û ew tiştên ku ez dibêjim, hûn nakin?
Ez nîşanî we bidim, ka her kesê ku tê ba min û peyvên min dibihîze û wan tîne cih, wek kê ye:
Ew wek mirovekî ye ku xaniyek ava kir. Wî kola û kûr kir û bingeha xênî li ser latê danî. Gava lehî rabû, pêlên wê li xênî dan, lê nikaribûn xênî ji cih bilebitînin, çimkî ew saxlem hatibû avakirin.
Lê ewê ku peyva min dibihîze û nake, ew mîna mirovekî ye ku xaniyek li ser axê, bê bingeh ava kir. Lehiyê li xênî da û ew di cih de hilweşiya û ketina wî xaniyî gelek dijwar bû.»
Piştî ku wî ew gotinên ku xelkê guhdarî dikir, xilas kirin, ew ket Kefernahûmê.
Xulamê sersedekî nexweş ketibû û li ber mirinê bû. Ew li ba sersed yekî hêja bû.
Dema wî li ser Îsa bihîst, wî çend ji rihspiyên Cihûyan şandin ba wî û jê lava kir, ku ew bê û xulamê wî xilas bike.
Gava ew hatin ba Îsa, wan gelek lavlav jê kir û gotin: «Ew hêja ye ku tu vê jê re bikî,
çimkî ew ji miletê me hez dike û wî bi xwe kinîşt ji me re ava kiriye.»
Îsa bi wan re çû. Gava hindik mabû ku ew bigihîje mala wî, yê sersed dost şandin pêşiya wî, da ku ew weha jê re bêjin: «Ya Xudan, xwe newestîne, çimkî ez ne hêja me ku tu bêyî bin banê min.
Ji ber vê yekê jî min xwe hêja nedît ku ez bêm ba te. Îcar hema peyvekê bêje û xulamê min wê qenc bibe.
Çimkî ez jî mirovekî di bin emir de me û di bin min re jî leşker hene. Ez ji yekî re dibêjim: ‹Here!›, ew diçe û ji yê din re dibêjim: ‹Were!›, ew tê û ez ji xulamê xwe re dibêjim: ‹Vê bike!›, ew dike.»
Gava Îsa ev bihîst, ew li wî şaş ma. Wî berê xwe da elaleta ku li pey wî dihat û got: «Ez ji we re dibêjim ku min di Îsraêlê de jî baweriyeke evqas mezin nedîtiye.»
Û gava yên şandî vegeriyan mal, wan dît ku xulamê wî sax bûye.
Ne gelekî piştî vê, Îsa çû nav bajarekî ku jê re Nayîn digotin. Şagirtên wî û elaleteke mezin pê re diçûn.
Gava ew nêzîkî dergehê bajêr dibû, miriyek ji bajêr derdixistin. Ew kurê diya xwe yê yekta bû û dê jî jinebî bû. Elaleteke mezin ji bajêr bi wê re bû.
Gava Xudan dê dît, dilê wî pê şewitî û jê re got: «Negirî!»
Ew nêzîkî darbestê bû, destê xwe lê da û yên ku ew hilgirtibûn, sekinîn. Wî got: «Xorto! Ez ji te re dibêjim, rabe ser xwe!»
Û yê mirî rabû, rûnişt û dest pê kir, peyivî. Û Îsa ew da diya wî.
Îcar tirs ket dilê hemûyan. Wan pesnê Xwedê da û digotin: «Pêxemberekî mezin di nav me de rabûye» û «Xwedê hatiye serdana gelê xwe.»
Û ev gotina ha ya li ser wî li seranserê Cihûstanê û hawirdora wê belav bû.
Şagirtên Yûhenna jî ji wî re li ser van tiştan hemûyan gotin. Û Yûhenna gazî du şagirtên xwe kir
û ew şandin ba Xudan, da ku jê bipirsin: «Ma ewê ku wê bihata tu yî, an em li hêviya yekî din bimînin?»
Gava ew herdu zilam hatin ba wî, wan jê re got: «Yûhennayê imadkar em şandine ba te, da ku em bipirsin: ‹Ma yê ku wê bihata tu yî, an em li hêviya yekî din bimînin?›»
Wê gavê Îsa gelek ji nexweşî, êş û ruhên xerab qenc kirin û çavên gelek koran vekirin.
Îsa li wan vegerand û got: «Herin û we çi dîtiye û çi bihîstiye ji Yûhenna re bêjin: Kor dibînin, şil û şeht rêve diçin, kotî paqij dibin, kerr dibihîzin, mirî radibin û Mizgînî ji belengazan re tê dayîn.
Û xwezî bi wî yê ku ji min neenire.»
Gava qasidên Yûhenna çûn, wî dest pê kir û ji elaletê re li ser Yûhenna got: «Ma hûn derketin çolê, da ku hûn çi bibînin? Çîtikeke ku li ber bayê diheje?
Nexwe hûn derketin, ku hûn çi bibînin? Ma mirovekî, ku cilên nermîn li xwe kirine? Va ye, yên bi cilên spehî û di dewlemendiyê de dijîn, di qesrên padîşahan de ne.
Nexwe hûn derketin ku hûn çi bibînin? Ma pêxemberekî? Erê, ez ji we re dibêjim, ji pêxemberekî hê zêdetir.
Ev ew e, ku li ser hatiye nivîsîn: ‹Va ye, ez qasidê xwe di pêşiya te de dişînim, Ewê riya te li pêşiya te amade bike.›
Ez ji we re dibêjim, di nav wan ên ku ji jinan çêbûn de, tu kes ji Yûhenna mezintir tune, lê di Padîşahiya Xwedê de yê herî biçûk ji Yûhenna mezintir e.»
Gava tevahiya xelkê, heta bi bacgiran jî ev yek bihîst, wan dît ku Xwedê rast e, çimkî bi imadkirina Yûhenna hatibûn imadkirin.
Lê Fêrisî û Şerîetzanan daxwaza Xwedê ya ku ji bo wan bû red kir, çimkî bi imadkirina Yûhenna nehatibûn imadkirin.
«Ma ez mirovên vî nifşî bimînînim kê û ew mîna kê ne?
Ew wek zarokan in ên ku li nav meydana bajêr rûdinin, bang dikin hev û dibêjin: ‹Me ji we re li bilûrê xist û hûn nereqisîn. Me avêt ser miriyan û hûn negirîn.›
Çimkî Yûhennayê imadkar hat, ne nan dixwar û ne şerab vedixwar û we digot: ‹Ew bi cinan ketiye.›
Kurê Mirov jî hat, ew dixwe û vedixwe û hûn dibêjin: ‹Ev mirovekî xwera û serxweş e, dostê bacgir û gunehkaran e.›
Lê şehrezayî ji aliyê hemû zarokên xwe ve rast tê dîtin.»
Yekî ji Fêrisiyan Îsa vexwend, ku bi wî re xwarinê bixwe. Ew jî çû mala yê Fêrisî û li ser sifrê rûnişt.
Û li bajêr jineke gunehkar hebû. Gava wê bihîst ku ew li mala yê Fêrisî li ser sifrê rûniştiye, wê di firaxeke mermerê spî de rûnê bîhnxweş anî.
Ew ji pişt ve li ber lingên wî rawesta, bi girîn dest pê kir, lingên wî bi hêstiran şil kirin û ew bi porê serê xwe ziwa kirin. Wê lingên wî ramûsandin û rûnê bîhnxweş li wan da.
Gava Fêrisiyê ku ew gazî mala xwe kiribû, ev dît, ji xwe re got: «Eger ev pêxember bûya, wê bizaniya, ka ev jina ku destê xwe li wî dide kî ye û ew çi jin e. Çimkî ew yeke gunehkar e.»
Îsa jê re got: «Şimûn, ez dixwazim tiştekî ji te re bêjim.» Wî got: «De bêje, mamoste.»
«Du deyndarên deynxwazekî hebûn; yek ji wan bi pênc sed û yê din bi pêncî zîvî deyndar bû.
Lê ji ber ku tiştekî wan tunebû ku deynê xwe bidin, ew li herduyan jî bihûrt. Îcar kîjan ji herduyan wê bêtir ji wî hez bike?»
Şimûn lê vegerand û got: «Ez dibêjim hema, ewê ku bêtir lê hatî bihûrtin.» Wî jî jê re got: «Te rast tê derxist.»
Wî berê xwe da jinê û ji Şimûn re got: «Tu vê jinê dibînî? Ez hatim mala te, te av jî ji bo lingên min neda, lê wê lingên min bi hêstiran şil kirin û bi porê xwe ziwa kirin.
Te ramûsanek jî neda min, lê wê ji hinga ku ez ketime hundir ve, dev ji ramûsandina lingên min bernedaye.
Te rûnê zetyê li serê min neda, lê wê rûnekî bîhnxweş li lingên min da.
Loma ez ji te re dibêjim, li gunehên wê yên gelek hat bihûrtin. Ji ber vê yekê wê gelek hez kiriye. Lê yê ku jê re hindik tê lêbihûrtin, ew hindik hez dike.»
Û wî ji wê re got: «Li gunehên te hat bihûrtin.»
Yên ku pê re li ser sifrê rûniştibûn, dest pê kirin û ji xwe re gotin: «Gelo ev kî ye ku li gunehan jî dibihûre?»
Hingê wî ji jinê re got: «Baweriya te tu xilas kirî. Îcar bi silamet here.»
Piştî demekê Îsa di bajar û gundan re digeriya, hîn dikir û Mizgîniya Padîşahiya Xwedê dida. Her diwanzdeh jî pê re bûn.
Herweha hin jinên ku ji ruhên xerab û nexweşiyan hatibûn qenckirin bi wan re bûn: Meryema ku jê re Mejdelanî digotin a ku heft cin jê derketibûn,
û Yohana jina Xûzayê şahneyê mala Hêrodês û Sosin û gelekên din ku bi malê xwe alîkariya wan dikirin.
Û gava elaleteke mezin ji xelkê ji her bajarî li ba Îsa civiya, wî meselek ji wan re got:
«Cotkar derket, da ku here tovê xwe biçîne. Çaxê wî tovê xwe direşand, hinek ket tenişta rê. Xelkê pê lê kir û teyrên ezmanan ew xwarin.
Û hinek jê ket ser erdê kevirî û şîn bû, lê zû hişk bû, ji ber ku ew bê rewa bû.
Hinek ket nav stiriyan, stirî jî pê re şîn bûn û ew fetisandin.
Hin jî ket ser erdekî qenc, şîn bû û berê wî sed tovî bû.» Piştî van gotinan Îsa bi dengekî bilind got: «Ewê ku guhên wî ji bo bihîstinê hene, bila bibihîze!»
Şagirtên wî jê pirsîn: «Ka maneya vê meselê çi ye?»
Wî jî got: «Zanîna sirên Padîşahiya Xwedê ji we re hatiye dayîn, lê ji yên din re bi meselan tê gotin, da ku ‹ew binêrin, lê nebînin û bibihîzin, lê fêm nekin.› »
«Maneya vê meselê jî ev e: Tov peyva Xwedê ye.
Tovê ku ket tenişta rê ew in ku dibihîzin, lê Îblîs tê û wê ji dilê wan derdixe, da ku ew baweriyê neynin û xilas nebin.
Yên ser erdê kevirî ew in ku çaxê gotina Xwedê dibihîzin, wê bi dilxweşî qebûl dikin; lê ew bê ra ne, baweriya wan heta bi demekê ye û di wextê ceribandinê de ew ji rê derdikevin.
«Yên ku ketine nav stiriyan jî, ew in, yên ku dibihîzin û diçin, bi xem, dewlemendî û kêfên vê dinyayê difetisin û berê gihîştî nadin.
Lê yên di nav erdê qenc de ew in ku peyva Xwedê dibihîzin, bi dilekî pak û durust di dilê xwe de hiltînin û bi bîhna fireh ber didin.
«Tu kes qendîlê pênaxe û bi firaxekê nanixumîne, an jî wê naxe bin nivînan. Lê belê ew wê datîne ser şamdankê, da yên ku bên hundir, ronahiyê bibînin.
Çimkî tiştekî veşartî tune ku neyê eşkerekirin û ne jî tiştekî nixumandî heye ku neyê zanîn û nekeve ber ronahiyê.
Loma hay ji xwe hebin ku hûn çawa guhdarî dikin, çimkî yê ku pê re heye, wê ji wî re bêtir bê dayîn û yê ku pê re tune, tiştê ku ew yê xwe guman dike jî, wê ji wî bê standin.»
Hingê dê û birayên Îsa hatin ba wî, lê ji ber elaletê wan nikaribû ku xwe bigihînin wî.
Û jê re gotin: «Diya te û birayên te li derve ne û dixwazin te bibînin.»
Lê wî li wan vegerand û got: «Diya min û birayên min ew in ên ku peyva Xwedê dibihîzin û dikin.»
Rojekê ji rojan ew bi şagirtên xwe ve ket qeyikekê û ji wan re got: «Werin, em herin aliyê din ê golê.» Û bi rê ketin.
Gava ew bi qeyikê diçûn, ew bi xew ve çû. Hingê bagerek li golê rabû, av diket qeyikê û ew ketin talûkê.
Û şagirt nêzîkî wî bûn, ew hişyar kirin û gotin: «Ya Hosta, ya Hosta, em helak dibin!» Ew jî rabû û li ba û pêlên avê hilat. Êdî bager rawesta û dinya bê deng bû.
Hingê wî ji wan re got: «Kanî baweriya we?» Ew tirsiyan, şaş man û ji hev re gotin: «Ma ev kî ye ku li ba û avê emir dike û ew bi ya wî dikin?»
Ew çûn herêma Girasîniyan a ya ku diket pêşberî Celîlê.
Gava ew derket ser bejê, mirovek ji wî bajarî rastî wî hat ku bi cinan ketibû. Wî ji mêj ve cil li xwe nedikirin û li malê nedima. Ew li nav goristanan dima.
Gava wî Îsa dît, kir qîrîn û xwe li ber wî avêt erdê û bi dengekî bilind got: «Ma te çi ji min e, ya Îsa, Kurê Xwedayê Herî Berz? Ez lava ji te dikim, min nede ezabê.»
Çimkî Îsa emir li ruhê nepak kiribû, ku ji wî mirovî derkeve. Wî cinî pirr caran ew digirt. Bi ser ku ew bi qeyd û zincîran girêdayî dihat girtin jî, lê dîsa wî qeyd dişikandin û cin ew diajot çol û çolistanan.
Îsa jê pirsî û got: «Navê te çi ye?» Wî got: «Lejyon», ji ber ku gelek cin ketibûn wî.
Cinan ji Îsa lavlav kir, da ku ew emir li wan neke, ku ew herin kortala bêbinî.
Li wê derê garaneke mezin a berazan li pala çiyê diçêrî. Cinan jê lava kir, ku ew destûrê bide wan, da ku ew bikevin wan berazan. Wî jî destûr da wan.
Îcar cin ji wî mirovî derketin û ketin berazan, garan jî çû û xwe di kaşê re avêt golê û xeniqî.
Çaxê gavanan dît ku çi çêbû, ew reviyan û ev xeber li nav bajêr û gundan belav kirin.
Îcar xelk derketin, da ku bibînin, ka çi çêbûbû. Ew hatin ba Îsa û ew mirovê ku cin jê derketibûn, bi cil û li ser hişê xwe li ber lingên Îsa rûniştî dîtin û tirsiyan.
Yên ku ev tişt dîtibûn, ji wan re gotin, ka çawa yê cinoyî hat qenckirin.
Hingê tevahiya xelkê ji hawirdora Girasînê ji Îsa xwestin ku ew ji nav wan here, çimkî tirseke mezin ketibû dilê wan. Îsa jî ket qeyikê û vegeriya.
Lê ew zilamê ku cin ji wî derketibûn, lava ji Îsa kir, da ku ew li ba wî bimîne. Lê Îsa ew rêkir û jê re got:
«Vegere mala xwe û eva ku Xwedê ji bo te kiriye, bêje.» Ew jî çû û li nav tevahiya bajêr got ku Îsa çi ji wî re kiriye.
Gava Îsa vegeriya, elaletê ew qebûl kir, çimkî hemû li hêviya wî bûn.
Û serwerekî kinîştê hat, ku navê wî Yayîros bû. Wî xwe avêt ber lingên Îsa û jê lava kir, ku ew pê re here mala wî.
Çimkî keçeke wî ya yekta hebû ku nêzîkî diwanzdeh salî bû û li ber mirinê bû. Gava Îsa diçû, elalet bi ser wî de dizêriya.
Û jineke ku ji diwanzdeh salan ve xwîn jê diçû û her tiştên ku wê abora xwe pê dikir jî, dabû hekîman û kesekî nikaribû wê qenc bike,
ji pişt ve hat û destê xwe li rêşiyên kirasê Îsa da. Û di cih de xwîna ku jê diçû çikiya.
Îsa pirsî: «Ew kî bû ku destê xwe li min da?» Gava hemûyan înkar kir, Petrûs got: «Hosta, elalet li te tê hev û li te teng dikin.»
Lê Îsa got: «Yekî destê xwe li min da; ez pê hesiyam, ku hêz ji min derket.»
Gava jinikê dît ku ew veşartî nema, ew lerizî, hat û li ber wî xwe avêt erdê û li pêş tevahiya xelkê got ku wê ji ber çi destê xwe li wî da û çawa ew di cih de qenc bû.
Îsa ji wê re got: «Keça min, baweriya te tu qenc kirî. De îcar bi silamet here.»
Hê Îsa dipeyivî, yek ji mala serdarê kinîştê hat û got: «Keça te mir. Êdî mamoste newestîne.»
Gava Îsa ev bihîst, lê vegerand û got: «Netirse, tenê bawer bike, keçik wê qenc bibe!»
Gava ew hat xênî, wî nehişt ku ji bilî Petrûs, Yûhenna, Aqûb û dê û bavê keçikê kes bi wî re derbas bibe.
Hemû li ser wê digirîn û şîn digirtin. Lê belê Îsa ji wan re got: «Negirîn, ew nemiriye, lê ew di xew de ye.»
Ew pê kenîn, çimkî wan dizanibû ku keçik miriye.
Wî rahişt destê wê, gazî wê kir û got: «Keçikê, rabe ser xwe!»
Îcar ruhê wê lê vegeriya û ew di cih de rabû ser xwe. Û Îsa emir kir, ku tiştekî xwarinê bidinê.
Dê û bavê wê heyirî man. Wî tembîh li wan kir, ku ew ji kesekî re nebêjin, ka çi çêbûye.
Îsa her diwanzdeh şagirtên xwe civandin, li ser hemû cinan û ji bo qenckirina nexweşiyan hêz û desthilatî da wan.
Wî ew şandin, da ku ew Padîşahiya Xwedê bidin bihîstin û nexweşan qenc bikin
û ji wan re got: «Tiştekî ji bo rê bi xwe re nebin, ne dar, ne tûr, ne nan, ne pere û ne jî du kiras.
Û xaniyê ku hûn bikevinê, li wir bimînin û ji wir bidin rê.
Û li her dera ku ew we qebûl nekin, ji wî bajarî derkevin û toza lingên xwe biweşînin, da ku ji bo wan bibe şahidî.»
Şagirt derketin û gund bi gund geriyan. Wan Mizgînî dida û li her derê nexweş qenc dikirin.
Û Mîr Hêrodês her tiştê ku çêbûbû, bihîst û şaş ma, çimkî hinan digot ku Yûhenna ji nav miriyan rabûye;
hinekên din digot ku Êlyas xuya bûye û hinan jî digot ku yek ji pêxemberên berê ji nû ve rabûye.
Hingê Hêrodês got: «Min serê Yûhenna da birrîn. Lê gelo, evê ku ez van tiştan li ser dibihîzim, kî ye?» Û dixebitî, ku wî bibîne.
Gava ku Şandî vegeriyan, ji Îsa re her tiştê ku kiribûn, gotin. Wî ew bi xwe re birin û bi serê xwe çûn nêzîkî bajarekî bi navê Beytsayda.
Îcar gava elaletê ev bihîst, ew li pey wî çûn. Wî ew qebûl kirin û ji wan re li ser Padîşahiya Xwedê peyivî. Wî yên hewcedarê saxbûnê, qenc dikirin.
Çaxê ku roj li ber ava bû, her diwanzdeh hatin û jê re gotin: «Elaletê berde, da ku ew herin gundên hawirdor û nav malan, xwarin û cihê razanê ji xwe re bibînin, çimkî em li vir li cihekî bêpêjin in.»
Lê wî ji wan re got: «Hûn xwarinê bidin wan!» Wan lê vegerand û gotin: «Ji pênc nan û du masiyan pê ve, tiştekî me tune. Wekî din divê em herin û ji tevahiya vê elaletê re xwarinê bikirrin.»
Çimkî ew nêzîkî pênc hezar mêr bûn. Îcar Îsa ji şagirtên xwe re got: «Wan kom bi kom, di her yekê de li dor pêncî, bidin rûniştin.»
Şagirtan jî wisa kir û hemû dan rûniştin.
Û wî rahişt her pênc nan û herdu masiyan, çavên xwe ber bi ezmên ve hildan û şikir kir, ew şikandin û dan şagirtên xwe, da ku ew wan deynin ber elaletê.
Wan xwar û hemû têr bûn û hê diwanzdeh selikên ji pariyên hûrbûyî yên ku ji ber wan mabûn, dan hev.
Carekê, gava wî bi tenê dua dikir, şagirtên wî li ba wî bûn û wî ji wan pirsî û got: «Li gor gotina xelkê ez kî me?»
Wan lê vegerand û gotin: «Hin dibêjin Yûhennayê imadkar e, hinek dibêjin Êlyas e û hinekên din jî dibêjin ku yek ji pêxemberên berê rabûye.»
Hingê wî ji wan pirsî: «Lê hûn çi dibêjin? Bi ya we ez kî me?» Petrûs lê vegerand û got: «Tu Mesîhê Xwedê yî!»
Îsa jî tembîh li wan kir û hişk emir da wan, ku ew vê yekê ji kesekî re nebêjin.
Wî got: «Divê Kurê Mirov gelek cefayê bikişîne û ji aliyê rihspî, serekên kahînan û Şerîetzanan ve bê redkirin û kuştin û roja sisiyan rabe.»
Û wî ji hemûyan re got: «Eger yek bixwaze li pey min bê, bila ew xwe înkar bike, her roj rahêje xaça xwe û li pey min bê.
Çimkî kî ku bixwaze jiyana xwe xilas bike, ewê wê winda bike; lê kî ku jiyana xwe di ber min de winda bike, ewê wê xilas bike.
Mirovek hemû dinyayê bi dest bixe jî, lê ew xwe bi xwe winda bike, an ziyaneke mezin bigihîne xwe, çi feyda wî heye?
Û kî ku ji ber min û gotinên min şerm bike, Kurê Mirov jî gava ku bi rûmeta xwe, ya Bavê xwe û ya milyaketên pîroz ve bê, wê ji ber wî kesî şerm bike.
Ez rast ji we re dibêjim, hin ji wan kesên ku li vir radiwestin, heta ku ew Padîşahiya Xwedê nebînin, ew mirinê qet tam nakin.»
Nêzîkî heşt rojan piştî van gotinan, wî Petrûs, Yûhenna û Aqûb bi xwe re birin û hilkişiya ser çiyê, da ku dua bike.
Û gava ku wî dua dikir, xuyabûna rûyê wî hat guhertin, cilên wî spî bûn û şewq dan.
Û va ye, du zilam pê re dipeyivîn. Ew Mûsa û Êlyas bûn.
Ew di nav rûmetê de xuya bûbûn û li ser mirina wî ya ku wê li Orşelîmê biçûya serî, dipeyivîn.
Petrûs û yên pê re ketibûn xewa giran; gava ew qenc hişyar bûn, wan rûmeta wî û herdu zilamên pê re rawestayî dîtin.
Û çaxê ew ji wî veqetiyan, Petrûs ji Îsa re got: «Ya Hosta, qenc e ku em li vir in. Ka em sê holikan çêkin, yek ji te re, yek ji Mûsa re û yek jî ji Êlyas re.» Lê wî nizanibû ku ew çi dibêje.
Îcar hê ew wisa dipeyivî, ewrek hat û li ser wan kir sî. Çaxê ew ketin nav ewr, tirsiyan.
Û dengek ji ewr hat û got: «Ev e Kurê min ê bijartî! Guhdariya wî bikin!»
Gava ku deng sekinî, Îsa tenê ma. Û wan devê xwe girt û di wan rojan de ji tiştê ku dîtibûn ji kesekî re tiştek negotin.
Dotira rojê, gava ew ji çiyê hatin xwarê, elaleteke mezin ber bi wî ve hat.
Zilamekî ji nav elaletê bi dengekî bilind bang kir û got: «Mamoste, ez lava ji te dikim, bi çavê rehmê li kurê min binêre. Ew yê min ê yekta ye.
Cinek wî digire, kur ji nişkê ve dike qîrîn û cin wî ji hev vedihejîne, heta kef bi ser devê wî dikeve, wî bi şid dipelixîne û zû bi zû ji wî venaqete.
Min lava ji şagirtên te kir, da ku ew wî derxin, lê wan nikaribû.»
Îsa lê vegerand û got: «Hey nifşê bêbawer û jirêderketî, ma ezê heta kengê bi we re bim û li we sebir bikim? Ka kurê xwe bîne vir!»
Lê hê ew di rê de, cin ew avêt erdê û ji hev vehejand. Û Îsa li ruhê nepak hilat, kurik qenc kir û ew li bavê wî vegerand.
Îcar ew hemû li mezinahiya Xwedê gelek şaş diman. Gava hê hemû li tiştên ku Îsa kiribûn gelek şaş diman, wî ji şagirtên xwe re got:
«Van gotinan bixin guhên xwe: Kurê Mirov wê bikeve nav destên mirovan.»
Lê wan ev gotin fêm nekir. Ew ji wan veşartî bû, da ku ew tênegihîjin. Û ew ditirsiyan ku li ser vê gotinê jê bipirsin.
Û devjenî ket nav wan, ka di nav wan de yê herî mezin kî ye.
Lê Îsa bi fikrên dilê wan dizanî, zarokek anî, li tenişta xwe danî
û ji wan re got: «Kî ku vê zarokê bi navê min qebûl bike, ew min qebûl dike û kî ku min qebûl bike, yê ku ez şandime qebûl dike. Çimkî yê ku di nav we hemûyan de yê herî biçûk e, ew yê mezin e.»
Yûhenna jê re got: «Ya Hosta, me mirovek dît, bi navê te cin derdixistin, lê me nehişt, çimkî ew bi me re li pey te nayê.»
Îsa jê re got: «Rê lê negirin, ji ber ku yê ne li dijî we ye, ew ji aliyê we ye.»
Çaxê rojên hilkişandina wî nêzîk dibûn, Îsa berê xwe da Orşelîmê, da ku here wê derê.
Îcar wî qasid li pêşiya xwe şandin. Ew çûn gundekî Sameriyan, da ku amadekariyê jê re bikin.
Lê wan ew qebûl nekir, ji ber ku wî berê xwe dabû Orşelîmê.
Îcar gava şagirtên wî Aqûb û Yûhenna ev yek dîtin, gotin: «Ya Xudan, tu dixwazî, ku em emir bikin, da ku agir ji ezmên bibare û wan helak bike?»
Lê ew zivirî û li wan hilat.
Piştre ew çûn gundekî din.
Çaxê ew rêve diçûn, yekî jê re got: «Tu herî ku derê, ezê li pey te bêm.»
Îsa jê re got: «Kunên roviyan û hêlînên teyrên ezmanan hene, lê cihek tune ku Kurê Mirov serê xwe lê deyne.»
Wî ji yekî din re got: «Li pey min were!» Lê wî got: «Ezbenî, destûrê bide min, ku ez pêşî herim bavê xwe veşêrim.»
Îsa jê re got: «Bihêle, bila mirî miriyên xwe veşêrin, heçî tu yî, tu here û Mizgîniya Padîşahiya Xwedê bide!»
Yekî din jî got: «Ya Xudan, ezê li pey te bêm, lê pêşî destûrê bide min, ku ez xatirê xwe ji maliyên xwe bixwazim.»
Îsa jê re got: «Çi kesê ku destê xwe deyne ser halet û paş ve binêre, ew ne hêjayî Padîşahiya Xwedê ye.»
Piştî vê yekê Xudan heftê şagirtên din jî hilbijartin û ew dido dido li pêşiya xwe şandin her bajar û her cihê ku ew bi xwe wê biçûyayê.
Wî ji wan re got: «Dexil gelek e, lê pale hindik in. Loma ji xwediyê dexlê lava bikin, da ku ji bo dexla xwe paleyan bişîne.
Herin! Ez we wek berxan dişînim nav guran.
Ne kîsik, ne tûr û ne jî çaroxan bi xwe re bibin û di rê de silavê nedin tu kesî.
Û kîjan mala hûn bikevinê, pêşî bêjin: ‹Silamet li ser vê malê.›
Û eger mirovekî hêjayî aştiyê li wir hebe, aştiya we wê li ser wî bimîne; lê eger nebe, ewê dîsa li we vegere.
Îcar di wê malê de bimînin, tiştê wan ê heyî, bixwin û vexwin, çimkî yê pale hêjayî heqê xwe ye. Ji malekê neçin a din.
Û kîjan bajarê hûn bikevinê û we qebûl bikin, tiştê ku bê ber we, bixwin.
Nexweşên li wî bajarî qenc bikin û ji wan re bêjin: ‹Padîşahiya Xwedê nêzîkî we bûye.›
Lê kîjan bajarê hûn bikevinê û we qebûl nekin, derkevin ser meydanên wî û bêjin:
‹Em wê toza ku ji bajarê we bi lingê me ve maye jî, li ber wijdana we diweşînin, lê vê bizanin ku Padîşahiya Xwedê nêzîkî we bûye.›
Ez ji we re dibêjim, wê rojê rewşa Sodomê wê ji rewşa wî bajarî çêtir be.
«Wey li te Xorazînê! Û wey li te Beytsaydayê! Eger ew kerametên ku di nav we de hatin kirin, di Sûr û Saydayê de bihatana kirin, wanê ji zû ve di nav xirarî û xweliyê de rûniştî tobe bikirana.
Lê belê di Roja Dawî de halê Sûr û Saydayê wê ji yê we çêtir be.
Û tu, hey Kefernahûmê, ma tê heta bi ezmên bilind bibî? Na, tê heta bi diyarê miriyan herî xwar!
Yê ku guhdariya we dike, ew guhdariya min dike û yê ku we red dike, ew min red dike û yê ku min red dike, ew wî yê ku ez şandime, red dike.»
Her heftê bi şahî vegeriyan û gotin: «Ya Xudan, cin jî bi navê te bi ya me dikin.»
Wî ji wan re got: «Min dît ku çawa Îblîs wek birûskê ji ezmên ket.
Va ye, min desthilatî daye we, ku hûn pê li mar û dûpişkan û hemû hêza dijmin bikin û tu tişt qet ziyanê nade we.
Lê belê bi vê şa nebin ku cin bi ya we dikin, lê bi vê şa bin ku navên we li ezmanan hatine nivîsîn.»
Wê gavê Îsa bi Ruhê Pîroz gelek şa bû û got: «Ya Bavo, Xudanê erd û ezmên, ez ji te re şikir dikim, ku te ev tiştên ha ji şehreza û zaneyan veşartine û ji zarokan re eşkere kirine. Erê, Bavo, çimkî ev yek li te xweş hat.
Her tişt ji aliyê Bavê min ve ji min re hatiye dayîn. Ji Bav pê ve kesek nizane Kur kî ye û ji bilî Kur û yê ku Kur bixwaze bi wî bide eşkerekirin, kesek nizane, Bav kî ye.»
Û wî berê xwe da şagirtan û bi taybetî ji wan re got: «Xwezî bi wan çavên tiştên ku hûn dibînin.
Çimkî ez ji we re dibêjim ku gelek pêxember û padîşahan xwestin wan tiştên ku hûn dibînin, bibînin, lê nedîtin. Xwestin wan tiştên ku hûn dibihîzin, bibihîzin, lê nebihîstin.»
Îcar Şerîetzanek rabû, ji bo ku Îsa biceribîne got: «Mamoste, ma ez çi bikim, da ku ez bibim wêrisê jiyana herheyî?»
Îsa lê vegerand û got: «Ma di Şerîetê de çi nivîsî ye? Tu çawa dixwînî?»
Wî lê vegerand û got: «‹Bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe, bi hemû hêza xwe û bi hemû hişê xwe ji Xudan, Xwedayê xwe hez bike› û ‹Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.› »
Îsa lê vegerand û got: «Te rast got, de îcar wisa bike, tê bijî.»
Lê wî xwest xwe rûspî derxe û ji Îsa re got: «Ma cîranê min kî ye?»
Îsa lê vegerand û got: «Zilamek ji Orşelîmê daket xwarê û çû bajarê Erîhayê. Ew ket nav destên rêbiran. Rêbiran ew tazî kir, lê xistin û hema bêje nîvkuştî dev jê berdan û çûn.
Îcar bi rasthatinî kahînek di wê riyê de dadiket. Gava wî ew dît, wî xwe jê dûr kir û di aliyê din re bihûrî û çû.
Bi vî awayî yekî Lêwî jî hat wê derê, wî jî ew dît û di aliyê din re bihûrî û çû.
De îcar yekî Samerî jî rêwîtî dikir û hat ba wî. Gava wî ew dît, dilê wî pê şewitî.
Ew çû ba wî. Wî zeyt û şerab bi birînên wî de kirin û ew girêdan. Wî ew li ser dewara xwe siwar kir, bir mêvanxaneyekê û lê bû xweyî.
Dotira rojê du zîv derxistin, dan xwediyê mêvanxaneyê û jê re got: ‹Li vî mirovî bibe xweyî, her tiştê ku tu bêtir lê serf bikî, gava ez vegerim, ezê bidim te.›
«Îcar, li gor dîtina te, kîjan ji van her siyan bû cîranê wî yê ku ketibû destê rêbiran?»
Şerîetzan got: «Ewê ku dilê wî pê şewitî.» Îsa got: «De îcar, tu jî here û wisa bike!»
Û gava ew bi riya xwe ve diçûn, Îsa ket gundekî. Û jineke ku navê wê Merta bû, ew qebûl kir mala xwe.
Xwişkeke wê jî hebû ku navê wê Meryem bû. Ew jî li ber lingên Xudan rûniştibû û guhê xwe dida gotina wî.
Lê Merta bi gelek tiştan ve pirr mijûl dibû. Ew hat ba Îsa û jê re got: «Ya Xudan, ma tu xema xwe jê naynî ku xwişka min ez di kar de bi tenê hiştime? De jê re bêje ku ew alî min bike.»
Xudan lê vegerand û got: «Merta, Merta, tu xema gelek tiştan dixwî û xwe bi wan reht dikî,
lê tiştek bi tenê lazim e. Meryem ew para qenc ji xwe re bijartiye û ew ji wê nayê standin.»
Carekê Îsa li cihekî dua dikir û gava wî dua xwe xilas kir, yekî ji şagirtên wî jê re got: «Ya Xudan, ka me hînî duakirinê bike, çawa ku Yûhenna şagirtên xwe hîn kiriye.»
Îsa ji wan re got: «Çaxê hûn dua bikin, bêjin: Ya Bavo, Navê te pîroz be, Bila Padîşahiya te bê.
Nanê me yê rojane, roj bi roj bide me.
Û li gunehên me bibihûre, Çimkî em jî li hemû deyndarên xwe dibihûrin Û me nebe ceribandinê.»
Û wî ji wan re got: «Kî ji we dostekî wî hebe û ew nîvê şevê here ba wî û jê re bêje: ‹Dosto, ka sê nanan bi deyn bide min,
çimkî dostê min ji riyeke dûr hatiye ba min û tiştekî min tune ku ez deynim ber wî.›
Û yê din jî ji hundir lê vegerîne û bêje: ‹Min reht neke. Êdî derî girtî ye û zarokên min li ba min di nav nivînan de ne. Ez nikarim rabim û bidim te.›
Ez ji we re dibêjim, eger ew ji bo dostaniyê ranebe û nede wî jî, ewê ji ber bêerziya wî rabe û çi jê re lazim be, wê bide wî.
Û ez ji we re dibêjim: Bixwazin, wê ji we re bê dayîn, Lê bigerin, hûnê bibînin, Li derî bixin, ewê ji we re vebe.
Çimkî yê ku dixwaze, distîne Û yê ku digere, dibîne Û yê ku li derî dixe, jê re vedibe.
Ka di nav we de bavek heye ku kurê wî masiyekî jê bixwaze û ew di şûna masî de marekî bide wî?
An ku ew hêkekê bixwaze û ew dûpişkekî bide wî?
Bi ser ku hûn xerab in jî, hûn dizanin diyariyên qenc bidin zarokên xwe. Îcar Bavê ezmanî hê çiqas bêtir wê Ruhê Pîroz bide wan ên ku ji wî dixwazin.»
Îsa cinekî lal derdixist û gava ku cin derket, yê lal peyivî û elalet şaş ma.
Lê hinekan ji wan got: «Ew bi serekê cinan Belzebûl, cinan derdixe.»
Hinekên din ji bo ku wî biceribînin, nîşanek ji ezmên jê dixwestin.
Lê Îsa bi fikrên dilê wan dizanî û ji wan re got: «Her padîşahiya ku di nav wê de dubendî hebe, wêran dibe û mal li hember malê derdikeve.
Û eger Îblîs li dijî xwe bi xwe rabe, padîşahiya wî wê çawa bimîne? Çimkî hûn dibêjin ku ez bi Belzebûl cinan derdixim.
Eger ez bi Belzebûl cinan derxim, ma yên ku li pey we tên wan bi kê derdixin? Ji ber vê yekê ewê bibin dadgerên we.
Lê eger ez bi tiliya Xwedê cinan derdixim, nexwe hingê Padîşahiya Xwedê gihîştiye we.
Çaxê yekî çekdar û bi hêz qesra xwe diparêze, tiştên wî di ewlehiyê de dimînin.
Lê çaxê yekî ji wî bihêztir bavêje ser wî û bikare wî, wê hemû çekên wî yên ku ew li wan ewle dibû, bistîne û talanê leva bike.
Yê ku ne bi min re ye, li hember min e û yê ku bi min re nacivîne, belav dike.
«Çaxê ruhê nepak ji mirov derdikeve, ew li cihên bê av digere ku rihetiyê bibîne, lê nabîne. Hingê ew dibêje: ‹Ezê vegerim mala xwe ya ku ez jê derketime.›
Îcar tê û dibîne ku ew maliştî û xemilandî ye.
Hingê ew diçe û heft ruhên din ên ji xwe xerabtir tîne û ew dikevinê û li wir rûdinin. Êdî halê wî mirovî yê dawî ji yê pêşî xerabtir dibe.»
Çaxê Îsa hê ev tişt digotin, jinekê ji elaletê dengê xwe hilda û ji wî re got: «Xwezî bi wî zikê ku tu aniyî û bi wan çiçikên ku tu mêjandiyî.»
Lê wî got: «Rast e, lê hê bêtir xwezî bi wan ên ku peyva Xwedê dibihîzin û pêk tînin!»
Û çaxê ku elalet li dor wî zêde dibû, Îsa dest bi gotinê kir: «Ev nifşê ha nifşekî xerab e, li nîşanekê digere û ji nîşana Ûnis pêxember pê ve, nîşaneke din ji wan re nayê dan.
Çawa ku Ûnis ji xelkê Nînewê re bûye nîşan, Kurê Mirov jî wê ji vî nifşî re wisa be.
Şahbanûya Başûr wê di Roja Dawî de bi xelkê vî nifşî re rabe û wan sûcdar derxe; çimkî ew ji kujên dinyayê hat, da ku guhdariya şehrezayiya Silêman bike û va ye, yekî ji Silêman mezintir li vir e.
Di Roja Dawî de xelkê Nînewê wê bi vî nifşî re rabin û wan sûcdar derxin, çimkî wan bi danezana Ûnis tobe kir û va ye, yekî ji Ûnis mezintir li vir e.
«Tu kes qendîlê pênaxe û danayne cihekî veşartî, an jî naxe bin melkebê, lê datîne ser şamdanê, da yên ku dikevin hundir, ronahiyê bibînin.
Çira bedena te çavê te ye. Eger çavê te saxlem be, hemû bedena te jî dibe ronahî, lê eger çavê te xerab be, bedena te jî dibe tarî.
Îcar hay ji xwe hebe ku ronahiya di dilê te de nebe tarî.
Eger bedena te hemû ronahî be û tu dera tarî tê de nebe, ew hemû wisa ronahî dibe, wek ku qendîlek bi şewqa xwe te ronahî dike.»
Çaxê Îsa dipeyivî, yekî Fêrisî ew vexwend, ku li ba wî xwarinê bixwe. Ew jî çû û li ser sifrê rûnişt.
Lê gava yê Fêrisî dît ku ji berî xwarinê wî destê xwe li gor adeta wan neşuşt, şaş ma.
Lê Xudan ji wî re got: «Hûn Fêrisî derveyê tas û sêniyan paqij dikin, lê hundirê we ji tiştên talankirî û xerabiyê tije ye.
Hey bêaqilno, ma yê derve çêkirî hundir jî çênekiriye?
Lê ya qenc ew e ku hûn ji tiştên xwe yên hundir xêran bidin, hingê her tişt wê ji we re paqij bibe.
Lê belê wey li we Fêrisiyan! Hûn dehyeka pûng, catir û hemû cûreyên pincarê didin, lê belê hûn dev ji dadperwerî û hezkirina Xwedê berdidin. Diviya we ev bikirana û dev ji yên din jî bernedana.
Wey li we Fêrisiyan! Hûn di kinîştan de ji kursiyê pêşî û di sûkan de ji silav standinê hez dikin.
Wey li we! Hûn wek wan gorên nenas in, yên ku mirovên li ser wan digerin, bi wan nizanin.»
Û yekî ji Şerîetzanan li Îsa vegerand û got: «Mamoste, bi van gotinan tu me jî şermezar dikî.»
Lê Îsa lê vegerand û got: «Wey li we jî, hûn Şerîetzanno! Hûn barên ku hilgirtina wan zehmet e, didin pişta mirovan û hûn bi xwe tiliyeke xwe jî nadin wan baran.
Wey li we! Hûn qubên pêxemberan çêdikin, yên ku bi destê bav û kalên we hatine kuştin.
Bi vî awayî hûn şahidiyê dikin ku hûn kirinên bav û kalên xwe erê dikin, çimkî wan pêxember kuştin û hûn jî qubên wan çêdikin.
Ji ber vê yekê jî Şehrezayiya Xwedê got: ‹Ezê ji wan re pêxemberan û şandiyan bişînim. Wê hin ji wan bikujin û tengahiyê bidin hinan jî›,
da ku xwîna hemû pêxemberan a ku ji damezrandina dinyayê ve hatiye rijandin, ji vî nifşî bê xwestin,
ji xwîna Habîl heta xwîna Zekeryayê ku di navbera gorîgeh û Perestgehê de hat kuştin. Erê, ez ji we re dibêjim ku wê ji vî nifşî bê xwestin.
Wey li we Şerîetzanan! We rahiştiye mifta zanînê; hûn bi xwe neketin hundir û yên dixwestin bikevin hundir jî, we nehişt bikevinê.»
Çaxê Îsa ji wir derdiket, Şerîetzan û Fêrisiyan, li ser gelek tiştan pirs ji wî kirin û ew dan tengiyê.
Ew li ber wî letabûn, da ku xeberekê ji devê wî bigirin.
Di wê demê de, çaxê ku xelk bi hezaran civiya, wisa ku pêlhev dikirin, Îsa pêşî ji şagirtên xwe re dest pê kir û got: «Hay ji haveynê Fêrisiyan hebin ku durûtî ye.
Tiştekî nixumandî tune ku xuya nebe û tiştekî veşartî tune ku neyê zanîn.
Ji ber vê yekê her tiştê ku we di tariyê de gotiye, wê di ronahiyê de bê bihîstin û tiştê ku we di odeya hundir de di guh de gotiye, wê li ser banan bê gazîkirin.
«Lê ez ji we dostên xwe re dibêjim: Ji wan netirsin, yên ku bedenê dikujin û ji wê pê ve nikarin tiştekî xerabtir bikin.
Lê ez nîşanî we bidim ku hûnê ji kê bitirsin: Ji wî bitirsin, ku piştî dikuje, dikare bavêje dojehê; erê, ez ji we re dibêjim ku ji wî bitirsin!
Ma pênc çivîk bi du peran nayên firotin? Lê dîsa Xwedê yek ji wan jî ji bîr nekiriye.
Wisa jî hemû mûyên serê we hejmartî ne. Loma netirsin, hûn ji gelek çivîkan hêjatir in.
«Û ez ji we re dibêjim: Her kesê ku min li ber mirovan eşkere bike, Kurê Mirov jî wê wî li ber milyaketên Xwedê eşkere bike,
lê yê ku min li ber mirovan înkar bike, ewê li ber milyaketên Xwedê bê înkarkirin.
Û her kesê ku li dijî Kurê Mirov peyvekê bêje, wê li wî bê bihûrtin, lê yê ku li dijî Ruhê Pîroz çêrekê bike, li wî nayê bihûrtin.
Çaxê we bibin kinîştan, ber serek û hukumdaran, xeman nexwin ku hûnê çawa xwe biparêzin an çi bêjin.
Çimkî Ruhê Pîroz wê di wê demê de hînî we bike, ka divê hûn çi bêjin.»
Yekî ji nav elaletê ji Îsa re got: «Mamoste, ji birayê min re bêje, da ku ew mîras bi min re leva bike.»
Lê Îsa jê re got: «Camêr, kê ez li ser we kirime dadger an levaker?»
Û ji wan re got: «Hay ji xwe hebin û xwe ji her cûreyê çavbirçîtiyê biparêzin. Çimkî jiyana mirov ne bi pirrbûna malê wî ye.»
Û wî meselek ji wan re got: «Erdê mirovekî dewlemend gelek ber da.
Ew difikirî û wî di dilê xwe de got: ‹Hew cih maye ku ez dexla xwe bêximê. Gelo ez çi bikim?›
Û got: ‹Ezê weha bikim: Ezê hemû embarên xwe xera bikim, hinekên mezintir ava bikim û ezê hemû dexil û malê xwe di wan de kom bikim.
Êdî ezê ji xwe re bêjim: Ya canê min, te ji xwe re têra gelek salan mal hilaniye. De rûne, bixwe, vexwe û kêfê bike.›
Lê Xwedê jê re got: ‹Bêaqilo, îşev canê te wê ji te bê xwestin. Îcar ew malê ku te hilaniye wê ji kê re bimîne?›
«Ha ev e, halê wî kesê ku ji xwe re xezîneyan dicivîne û di çavê Xwedê de ne dewlemend e.»
Û Îsa ji şagirtên xwe re got: «Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim, ji bo jiyana xwe xeman nexwin ka hûnê çi bixwin û ne jî ji bo bedena xwe ka hûnê çi li xwe bikin.
Çimkî jiyan di ser xwarinê û beden di ser lixwekirinê re ye.
Li qirikan binêrin, ew ne diçînin, ne jî didirûn, ne kewarên wan, ne jî embarên wan hene û Xwedê dîsa jî wan xweyî dike; hûn çiqasî ji teyrikan hêjatir in!
Kî ji we bi xemxwarinê dikare kêlîkekê bi ser jiyana xwe ve dirêj bike?
Loma, eger hûn nikarin tiştê herî biçûk jî bikin, çima hûn ji bo tiştên din xeman dixwin?
«Li sosinan binêrin, çawa mezin dibin; ew ne dixebitin, ne jî rîs dirêsin. Lê ez ji we re dibêjim, Silêman jî di hemû rûmeta xwe de wek yeke ji wan li xwe nekiribû.
Îcar, eger Xwedê giyayê ku îro di zeviyê de heye û sibê di tendûrê de tê şewitandin, bi vî awayî bi cil dike, ewê çiqas bêtir we bi cil bike, ey kêmîmanno?
Hûn li xwarin û vexwarina xwe negerin û xeman nexwin,
çimkî hemû miletên dinyayê li van digerin, lê Bavê we dizane ku hûn hewcedarê van tiştan in.
Lê belê hûn li Padîşahiya wî bigerin û ev tiştên ha jî wê ji we re bên dayîn.
Ya keriyê biçûk, netirse, çimkî li Bavê we xweş hat ku Padîşahiyê bide we.
«Çi tiştê we heye bifiroşin û bikin xêr, ji xwe re kîsikên ku kevin nabin û xezînên ku li ezmanan kêm nabin, çêkin; li wê derê diz nêzîk nabe û bizûzk jî naxwe.
Çimkî xezîna we li ku derê be, dilê we jî wê li wê derê be.
«Bila pişta we girêdayî be û qendîlên we pêketî bin.
Hûn jî wek wan mirovan bin ên ku li hêviya axayê xwe sekinîne, da ku çaxê ew ji dawetê vegere û li derî bixe di cih de bikarin ji wî re vekin.
Çi xwezî bi wan xulamên ku gava axayê wan bê, ew wan hişyar bibîne! Bi rastî ez ji we re dibêjim, ewê pişta xwe girêde, wan li ser sifrê bide rûniştin û wê bê, xizmetê ji wan re bike.
Eger ew di nobeta diduyan de an di nobeta sisiyan de bê û wan xulaman weha bibîne, çi xwezî bi wan xulaman!
Lê vê bizanin, eger malxwê malê bizaniya, ku diz wê di kîjan saetê de bê, ewê hişyar bima û nedihişt ku ew bikeve xaniyê wî.
Hûn jî amade bin, çimkî Kurê Mirov wê di saetekê de bê, ku ne di gumana we de ye.»
Petrûs got: «Ya Xudan, tu vê meselê ji me re an ji hemûyan re jî dibêjî?»
Û Xudan got: «Ew şahneyê dilsoz û şehreza kî ye ku axayê wî ew daniye ser xulamên xwe, da ku xwarina wan di dema wan de bide wan?
Xwezî bi wî xulamê ku gava axayê wî bê, wî li ser karê wî bibîne.
Ez rast ji we re dibêjim, ewê wî deyne ser hemû malê xwe.
Lê eger ew xulam di dilê xwe de bêje: ‹Axayê min di hatina xwe de dereng dimîne› û dest pê bike li xulam û xadiman bixe, bixwe û vexwe û serxweş bibe,
axayê wî xulamî wê di rojekê de bê, ku ew ne li hêviya wî ye û di saetekê de ku ew pê nizane û wê wî perçe perçe bike û para wî bi bêbaweran re bide.
Ew xulamê ku daxwaza axayê xwe dizane jî, lê amadekarî nekiriye û ne jî li gor daxwaza axayê xwe kiriye, wê gelek lêdanê bixwe.
Lê ewê ku nizane û tiştên hêjayî lêdanê kirine, wê hindik lêdanê bixwe. Ji kê re gelek hatibe dayîn, wê gelek ji wî bê xwestin û ji kê re gelek hatibe spartin, wê ji wî bêtir bê xwestin.
«Ez hatime, ku agir bavêjim ser erdê û min çiqas dixwest ku ew ji niha ve pêketî bûya!
Lê imadeke min heye ku divê ez pê imad bibim û ez çiqas reht im, heta ku ew temam bibe.
Ma hûn guman dikin ku ez hatime aştiyê bînim dinyayê? Ez ji we re dibêjim: Na, lê belê ez hatime, da ku ez dubendiyê bînim.
Ji niha û pê ve, di malekê de pênc wê hebin, sisê li hember diduyan û dido li hember sisiyan wê dubendiyê bikin.
Bav wê li dijî kur rabe û kur li dijî bav, dê li dijî keçê û keç li dijî dê, xesû li dijî bûkê û bûk wê li dijî xesûyê rabe.»
Îsa ji elaletê re jî got: «Çaxê hûn dibînin ku ewrek ji Rojavayê bilind dibe, di cih de hûn dibêjin: ‹Baran wê bibare› û wisa jî çêdibe.
Û çaxê bayê başûr tê, hûn dibêjin ku wê gelekî bibe germ û wisa dibe.
Hey durûno! Hûn li erd û ezmên dinêrin û dizanin ku hewa wê çawa be; lê çawa hûn vê demê fêm nakin?
Û çima hûn ji ber xwe nawezinînin, ka ya rast çi ye?
Loma çaxê tu bi sûcdarkerê xwe re herî dadgehê, di rê de bixebite, ku tu ji wî xilas bibî, da ku ew te nekişîne ber dadger û dadger te nede destê karbidest û karbidest jî te neavêje zîndanê.
Ez ji te re dibêjim, heta ku tu polê paşî jî nedî, tu ji wê derê qet dernakevî.»
Di wê demê de hinek li wir bûn û ji Îsa re li ser wan Celîliyan digotin yên ku Pîlatos xwîna wan tevli qurbanên wan kiribû.
Îsa li wan vegerand û got: «Ma hûn guman dikin ku ev Celîlî ji hemû Celîliyên din gunehkartir bûn ku ev yek hat serê wan?
Ez ji we re dibêjim: Na! Lê belê eger hûn tobe nekin, hûn jî, hûnê hemû wisa helak bibin.
An ew her hejdehên ku birca li Sîlwamê bi ser wan de ket û ew kuştin, ma hûn guman dikin ku sûcên wan ji sûcên wan hemûyên ku li Orşelîmê rûdinin, bêtir bûn?
Ez ji we re dibêjim: Na! Lê belê eger hûn tobe nekin, hûn jî, hûnê hemû wisa helak bibin.»
Wî ev mesele jî got: «Di nav rezê mirovekî de dareke hêjîrê ya çandî hebû. Ew hat, da ku li berê darê bigere, lê nedît.
Wî ji yê rezvan re got: ‹Ev sê sal e, ez têm û li berê vê dara hêjîrê digerim û ez nabînim. Wê bibire! Ji bo çi ewê erdê jî bêkêr bike.›
Yê rezvan lê vegerand û got: ‹Ezbenî, îsal jî wê bihêle, heta ku ez hawirdora wê bikolim û zibil bikim.
Eger ev sala ku bê, wê ber da, qenc e, lê eger neda, hingê wê bibire.›»
Rojeke Şemiyê Îsa di kinîştekê de hîn dikir.
Li wir jinek hebû ku ji hejdeh salan ve ruhekî nexweşiyê pê re hebû. Ew qof bûbû û nedikarî xwe rast bike.
Gava Îsa ew dît, gazî wê kir û ji wê re got: «Jinê, tu ji nexweşiya xwe azad bûyî!»
Wî destên xwe danîn ser wê, jin di wê gavê de rast bû û pesnê Xwedê dida.
Lê serekê kinîştê bi hêrs ket ku Îsa di roja Şemiyê de sax kir. Wî dest pê kir û ji xelkê re got: «Şeş roj hene ku divê mirov di wan de kar bike. Ne di roja Şemiyê de, lê di wan rojan de werin û ji nexweşiyên xwe qenc bibin.»
Lê Xudan lê vegerand û got: «Hey durûno! Ma her yek ji we roja Şemiyê ga an kerê xwe ji afir venake û nabe ser avê?
Îcar eva ha ya ku keçeke Birahîm e û ev hejdeh sal bû, Îblîs ew girêdabû, ma bila ew di roja Şemiyê de ji vê qeyda ha nehata vekirin?»
Gava wî ev tişt gotin, neyarên wî hemû fihêt bûn û tevahiya elaletê bi wan kerametên birûmet ên ku wî dikirin, şa dibûn.
Îcar Îsa got: «Padîşahiya Xwedê mîna çi ye? Û ez wê bimînînim çi?
Ew dimîne vê yekê: Mirovekî libeke xerdelê bir û avêt baxçê xwe. Ew şîn bû û bû dar û teyrên ezmên hêlînên xwe di nav çiqilên wê de çêkirin.»
Û wî dîsa got: «Ma ez Padîşahiya Xwedê bimînînim çi?
Ew mîna hevîrtirşk e ku jinekê hilda û xist nav sê çap ar, heta hemû tirş bû.»
Û Îsa di gund û bajaran re derbas dibû, hîn dikir û ber bi Orşelîmê ve diçû.
Hingê yekî jê re got: «Ya Xudan, ma yên ku wê xilas bibin, hindik in?» Wî ji wan re got:
«Li ber xwe bidin, ku hûn di deriyê teng re derbas bibin, çimkî ez ji we re dibêjim, gelek wê lê bigerin ku bikevin hundir û nikarin.
Piştî ku malxwê malê rabe û derî bigire, hûnê li derve bimînin, dest pê bikin li derî bixin û bêjin: ‹Ya Xudan, ji me re veke!› Hingê ewê li we vegerîne û ji we re bêje: ‹Ez nizanim hûn ji ku derê ne.›
Hingê hûnê dest pê bikin û bêjin: ‹Me li ber te xwar û vexwar û te di kuçeyên me de hîn kir.›
Lê ewê bêje: ‹Ez ji we re dibêjim ku ez nizanim hûn ji ku derê ne. Ji min dûr kevin, hey hûn hemû yên ku neheqiyê dikin!›
Li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan, gava hûn Birahîm, Îshaq, Aqûb û hemû pêxemberan di Padîşahiya Xwedê de, lê xwe li derve avêtî bibînin.
Xelk wê ji Rojhilat û Rojava, ji Bakur û Başûr bên û di Padîşahiya Xwedê de li ser sifrê rûnin.
Va ye, hin ên paşî wê bibin ên pêşî û hin ên pêşî wê bibin ên paşî.»
Wê gavê hinek Fêrisî hatin û ji Îsa re gotin: «Rabe ji vê derê here, çimkî Hêrodês dixwaze te bikuje.»
Û wî ji wan re got: «Herin, ji wî roviyî re bêjin: ‹Va ye, ez îro û sibê cinan derdixim, nexweşan qenc dikim û roja sisiyan karê min temam dibe.›
Lê belê divê ez îro, sibê û dusibe bi riya xwe ve herim, çimkî nabe ku pêxemberek ji derveyî Orşelîmê bê kuştin.
Wax Orşelîm, heywax Orşelîma ku pêxemberan dikuje û yên ku ji wê re hatin şandin, dide ber keviran! Ka çawa mirîşk çîçikên xwe di bin bazkên xwe de dicivîne, çend caran min jî xwest ku ez zarokên te bicivînim, lê we nexwest!
Va ye, mala we wê bi hêviya we ve bimîne. Ez ji we re dibêjim, êdî hûn min qet nabînin, heta wî çaxê ku hûn bêjin: ‹Pîroz be yê ku bi navê Xudan tê!› »
Rojeke Şemiyê gava Îsa çû mala serekekî Fêrisiyan, ku xwarinê bixwe, wan çavnêriya wî dikir.
Û mirovekî nexweş, ku ava zer ji bedena wî dihat, li ber wî bû.
Û Îsa dest pê kir û ji Şerîetzan û Fêrisiyan re got: «Ma di roja Şemiyê de dibe ku nexweş bên qenckirin an na?»
Lê deng ji wan nehat. Û wî rahişt yê nexweş, ew qenc kir û berda.
Piştre Îsa ji wan re got: «Kî ji nav we ku kurê wî an gayê wî bikeve bîrekê, roja Şemiyê be jî, wî di cih de jê dernaxe?»
Û wan nikaribû bersîva vê yekê bidin.
Gava wî dît ku yên vexwendî çawa cihên pêş ji xwe re dibijêrin, wî ji wan re meselek got:
«Gava tu ji aliyê kesekî ve ji bo dawetê bêyî vexwendin, li cihê pêş rûnene. Belkî yekî ji te bi qedirtir ji aliyê wî ve hatibe vexwendin
û ew kesê ku hûn herdu vexwendine, bê û ji te re bêje: ‹Cih bide vî!› Hingê tê rabî û bi şermî li cihê herî paş rûnî.
Lê belê çaxê tu bêyî vexwendin, here, li cihê herî paş rûne, da ku yê tu vexwendiyî bê û ji te re bêje: ‹Dosto, kerem ke, pêşve were!› Hingê tê li ber wan hemûyên bi te re li ser sifrê rûniştî, serbilind bibî.
Çimkî her kesê ku xwe bilind bike, wê bê nizimkirin û her kesê ku xwe nizim bigire, wê bê bilindkirin.»
Îsa ji wî yê ku ew vexwendibû re jî got: «Gava ku tu firavînekê an şîvekê çêkî, dostên xwe, birayên xwe, mirovên xwe û cîranên xwe yên dewlemend venexwîne, da ku ew jî te dîsa venexwînin û qenciya te li te venegerînin.
Lê belê çaxê tu ziyafetekê çêkî, gazî belengaz, seqet, kulek û koran bike.
Hingê tê bextewar bî, çimkî tiştekî wan tune ku li te vegerînin. Lê wê di Roja Vejîna mirovên rast de bergîdana te bê dayîn.»
Îcar yekî ji yên ku bi wî re li ser sifrê rûniştî bûn, gava ev yek bihîst, ji Îsa re got: «Xwezî bi wî yê ku di Padîşahiya Xwedê de nên bixwe!»
Lê Îsa ji wî re got: «Mirovekî şîveke mezin çêkir û gelek xelk vexwendin.
Û çaxê şîvê xulamê xwe şand, da ku gazî yên vexwendî bike û ji wan re bêje: ‹De werin, her tişt amade ye.›
Û her yekî ji wan dest pê kir û lêbihûrtin ji xwe re xwest. Yê pêşî jê re got: ‹Min erdek kiriye û divê, ez herim lê binêrim. Ez hêvî ji te dikim ku tu li min negirî.›
Û yekî din got: ‹Min pênc cot ga kirrîne, ez diçim, wan biceribînim. Ez ji te hêvî dikim ku tu li min negirî!›
Û yekî din jî got: ‹Min jin aniye û ji ber vê yekê ez nikarim bêm.›
Yê xulam vegeriya û ev tişt ji axayê xwe re got. Hingê malxwê malê hêrs ket û ji xulamê xwe re got: ‹Bi lez here derve nav meydan û kolanên bajêr, belengaz, seqet, kor û kulekan bîne hundir.›
Xulam got: ‹Ezbenî, emrê ku te da, pêk hat, lê hê jî cih heye.›
Û axa ji xulam re got: ‹Rabe, derkeve ser rê û sêncan, bi zorê xelkê bîne hundir, da ku mala min tije bibe.
Ez ji we re dibêjim ku yek ji wan mirovên vexwendî, ji şîva min tam nake.›»
Elaleteke mezin bi Îsa re diçû. Ew zivirî û ji wan re got:
«Eger yek bê ba min û ji dê û bavê xwe, ji jin û zarok, xwişk û birayên xwe, erê, heta ji jiyana xwe bi xwe nefret neke, ew nikare bibe şagirtê min.
Û kî xaça xwe hilnegire û li pey min neyê, nikare bibe şagirtê min.
Ma kî ji we ku bixwaze bircekê ava bike, pêşî rûnane, mesrefa wê hesab nake, ka tiştên wî hene ku pê xilas bike?
Nebe ku bingeh danîbe û nekare temam bike û hemû yên ku wê yekê bibînin, dest pê bikin û tinazên xwe bi wî bikin
û bêjin: ‹Vî mirovî dest bi avakirinê kir û nikaribû bibe serî.›
An kîjan padîşah, çaxê here pêşiya padîşahekî din, da ku bi wî re bikeve cengê, pêşî rûnane, naşêwire, ka ji wî tê, ku ew bi deh hezaran here pêşiya wî yê ku bi bîst hezaran ve tê ser wî.
Eger na, ewê hê ji dûr ve qasidan bişîne û jê hêvî bike, ku li hev bên.
Loma kî ji we dev ji her tiştê xwe bernede, nikare bibe şagirtê min.
«Xwê qenc e, lê eger ew tama xwe winda bike, wê bi çi bê bitamkirin?
Ew êdî ne bi kêrî axê û ne jî bi kêrî zibil tê, wê davêjin derve. Ewê ku guhên wî ji bo bihîstinê hene, bila bibihîze!»
Îcar hemû bacgir û gunehkar ber bi Îsa ve hatin, da ku guhdariya gotinên wî bikin.
Fêrisî û Şerîetzanan kirin pitepit û gotin: «Evê ha, gunehkaran qebûl dike û bi wan re dixwe!»
Îsa ev mesele ji wan re got:
«Kî ji we, ku sed miyên wî hebin û yek ji wan winda bibe, her not û nehên din li çolê nahêle û naçe li ya windabûyî nagere, heta ku wê bibîne?
Û gava ew wê bibîne, bi şahî wê datîne ser milê xwe
û vedigere mal, gazî dost û cîranên xwe dike û ji wan re dibêje: ‹Bi min re şa bin, ji ber ku min miya xwe ya windabûyî dîtiye.›
Ez ji we re dibêjim, wisa jî li ezmên, ji bo gunehkarekî ku tobe kiriye, ji not û neh rastên ku ne hewcedarê tobekirinê ne, wê bêtir bibe şahî.
«An kîjan jin, ku deh zîvên wê hebin û yekî ji wan winda bike, ew qendîlê pê naxe û xênî namale û qenc lê nagere, heta wî bibîne?
Û gava ew wî bibîne, ew bang dike dost û cîranên xwe û ji wan re dibêje: ‹Hûn bi min re şa bin, ji ber ku min zîvê xwe yê windabûyî dîtiye.›
«Ez ji we re dibêjim: Wisa jî wê li ba milyaketên Xwedê ji bo gunehkarekî ku tobe kiriye, bibe şahî.»
Û Îsa got: «Du kurên mirovekî hebûn.
Kurê biçûk ji bavê xwe re got: ‹Bavo, ka ji malê xwe wê para ku ji min re dikeve, bide min.› Wî jî malê xwe li wan leva kir.
«Piştî çend rojan kurê biçûk her tiştê xwe da hev û çû welatekî dûr. Li wir wî bi serserîtî malê xwe tert û bela kir.
Piştî ku wî her tiştê xwe mezaxt, xelayeke dijwar bi ser wî welatî de hat. Ew ket tengahiyê
û çû xwe li yekî ji xelkên wî welatî girt; wî jî ew şand nav erdên xwe, ber berazan.
Îcar ew minêkar bû ku zikê xwe bi wê xernûfa ku berazan dixwar, têr bike, lê kesekî ew jî nedidayê.
Çaxê aqilê wî hat serê wî, wî got: ‹Ewqas palên bavê min hene ku xwarin ji ber wan dimîne, lê ez li vê derê ji nêzan dimirim.
Ezê rabim, li bavê xwe vegerim û jê re bêjim: Bavo, min li ber te û li hember ezmên guneh kiriye.
Êdî ez ne hêja me ku ji min re ‹kurê te› bê gotin. Min bike wek yekî ji paleyên xwe.›
«Û ew rabû, li bavê xwe vegeriya. Lê hê ji dûr ve bavê wî ew dît û dilê wî bi kurê wî şewitî. Û ew bi lez ber bi wî ve çû û ew da ber singê xwe û ramûsand.
Kurê wî jê re got: ‹Bavo, min li ber te û li hember ezmên guneh kiriye. Êdî ez ne hêja me ku ji min re kurê te bê gotin.›
Lê bav ji xulamên xwe re got: ‹Bilezînin û herin xiftanê herî qenc bînin û li wî bikin, gustîlkekê bikin tiliya wî û pêlavekê bixin lingên wî.
Conegayê dermalekirî bînin û şerjêkin, da ku em bixwin û şahiyê bikin,
çimkî ev kurê min mirî bû û va ye, rabûye, ew windabûyî bû û va ye, hatiye dîtin.› Û dest bi şahiyê kirin.
«Di wî çaxî de kurê wî yê mezin li zeviyê bû. Gava ew vegeriya û nêzîkî malê bû, wî dengê stran û govendê bihîst.
Wî gazî yekî ji xulaman kir û jê pirsî, ka çi bûye?
Yê xulam jê re got: ‹Birayê te hatiye, bavê te conegayê dermalekirî şerjêkiriye, çimkî ew sax û silamet vegeriyaye.›
Birayê mezin hêrs ket û nexwest ku here hundir. Bavê wî derket û jê hêvî kir.
Lê wî ji bavê xwe re got: ‹Binêre, evqas sal in ku ez xizmeta te dikim û ez tu caran ji gotina te derneketim, te karikek jî neda min, ku ez bi dostên xwe re pê şa bibim.
Lê gava ev kurê te yê ku malê te bi fahîşeyan re xwar, vegeriya, te conegayê dermale ji wî re şerjêkir.›
Wî lê vegerand û got: ‹Lawo, tu hergav bi min re yî û her tiştê min, yê te ye.
Lê diviya em şa bibûna û me şahî bikira, çimkî ev birayê te mirî bû û rabûye, ew windabûyî bû û hatiye dîtin.›»
Îsa ji şagirtên xwe re got: «Mirovekî dewlemend hebû ku şahneyekî wî hebû. Rojekê giliyê vî şahneyî li ba axayê wî hat kirin ku ew malê wî tert û bela dike.
Yê dewlemend gazî wî kir û jê re got: ‹Ev çi ye ku ez li ser te dibihîzim? Ka hesabê şahnetiya xwe bide, ji ber ku êdî tu nikarî şahnetiyê bikî.›
Şahne jî ji xwe re got: ‹Ka ezê çi bikim? Axayê min şahnetiyê ji min distîne. Kolan ji min nayê ku ez bikim û ez ji parskirinê şerm dikim.
Lê gava ku ez ji şahnetiyê bêm derxistin, ez dizanim ezê çi bikim, da ku dîsa xelk min qebûl bikin malên xwe.›
Wî bang kir her yekî ji wan ên ku deyndarên axayê wî bûn û ji yê pêşî re got: ‹Tu çiqas deyndarê axayê min î?›
Û wî got: ‹Sed den zeyt.› Wekîl jê re got: ‹Rahêje seneda xwe û bi lez rûne, pênciyî binivîse.›
Di pey de wî ji yekî din re got: ‹Tu çiqas deyndar î?› Û wî jî got: ‹Sed kewar genim.› Wekîl ji wî re jî got: ‹Rabe rahêje seneda xwe û heştêyî binivîse.›
Îcar axa pesnê vî şahneyê bêbext da, çimkî wî aqilmendî kiribû. Çimkî zarokên vê dinyayê di danûstandina xwe de li gor dema xwe ji zarokên ronahiyê bi aqiltir in.
Û ez ji we re dibêjim: Bi malê neheqiyê ji xwe re dostan çêkin, da ku gava ev mal nemîne, ew we li bin konên herheyî qebûl bikin.
Ewê ku di ya hindik de dilsoz e, ew di ya pirr de jî dilsoz e; lê ewê ku di ya hindik de ne dilsoz e, ew di ya pirr de jî ne dilsoz e.
Îcar, eger di malê neheqiyê de hûn dilsoz derneketibin, kî wê dewlemendiya rastîn bispêre we?
Û eger hûn di tiştên hinekên din de ne dilsoz bin, kî wê ya we bi xwe bide we?
Xulamek nikare ji du axayan re xulamtiyê bike; çimkî an ewê ji yekî nefret bike û ji yê din hez bike, an jî ewê qedrê yekî bigire û yê din biçûk bibîne. Hûn nikarin xulamtiyê hem ji Xwedê re û hem jî ji dewlemendiyê re bikin.»
Gava Fêrisiyan yên ku ji peran hez dikirin, ev tiştên ha hemû bihîstin, tinazên xwe bi Îsa dikirin.
Hingê Îsa ji wan re got: «Hûn ew in ku xwe li ber mirovan rûspî derdixin, lê Xwedê bi dilê we dizane; çimkî tiştê ku di nav mirovan de bi qedir e, li ba Xwedê mekruh e.
Dema Şerîet û pêxemberan heta bi hatina Yûhenna kişand; ji hingê ve Mizgîniya Padîşahiya Xwedê tê dan û her kes bi zorê dikeve wê.
Lê bihûrtina erd û ezmanan ji ketina nuqteyeke Şerîetê hêsanîtir e.
Her kesê ku jina xwe berde û jineke din bîne, ew zînayê dike û yê ku jineke ji mêrê xwe berdayî bîne, ew zînayê dike.
«Mirovekî dewlemend hebû ku cilên binefşî û ji kitanê tenik li xwe dikir. Wî her roj dixwar, vedixwar û ew bi kêf û şahî dijiya.
Bi navê Lazar yekî belengaz jî hebû, ku li ber deriyê yê dewlemend dihat dirêjkirin. Bedena wî tije kûnêr bû.
Ew minêkar bû ku xwe bi wan bermayiyên ku ji sifra yê dewlemend diketin, têr bike. Heta kûçik jî dihatin û kûnêrên wî dialîstin.
Roj hat ku yê belengaz mir û milyaketan ew bir û xistin ber singê Birahîm. Yê dewlemend jî mir û hat veşartin.
Û gava wî di diyarê miriyan de ezab dikişand, çavên xwe hildan, wî ji dûr ve Birahîm û Lazarê ku di himbêza wî de bû dît.
Wî gazî kir û got: ‹Ya bavê me Birahîm, rehmê li min bike! Lazar bişîne, bila ew serê tiliya xwe bixe nav avê û zimanê min hênik bike; çimkî ez di nav vê guriya êgir de ezabê dikişînim.›
Lê Birahîm lê vegerand û got: ‹Lawo, bîne bîra xwe ku çi tiştên qenc hebûn, te di jiyana xwe de distandin û çi tiştên xerab hebûn, digihîştin Lazar. Lê niha li vir di ber dilê wî de tê hatin û tu ezabê dikişînî.
Û ji vê pê ve jî, di navbera me û we de geliyekî mezin hatiye danîn, da yên ku dixwazin ji vê derê bibihûrin ba we û yên ku dixwazin ji wê derê bibihûrin ba me, nekarin.›
Wî jî got: ‹Nexwe bavo, ez ji te lava dikim ku tu wî bişînî mala bavê min.
Çimkî pênc birayên min hene, bila ew wan hişyar bike, da ku ew jî neyên vî cihê ezabê.›
Lê Birahîm ji wî re got: ‹Mûsa û pêxemberên wan hene, bila guhdariya wan bikin.›
Wî got: ‹Na, ya bavê me Birahîm, eger yek ji nav miriyan rabe û here ba wan, ewê tobe bikin.›
Birahîm ji wî re got: ‹Eger ew guhdariya Mûsa û pêxemberan nekin, yek ji nav miriyan jî rabe, ew bawer nakin.›»
Îsa ji şagirtên xwe re got: «Nabe ku sedemên jirêderketinê neyên. Lê belê wey li wî mirovê ku ew sedem bi destê wî bên.
Ji dêla ku ew yekî ji van biçûkan ji rê derxe, wê ji wî re çêtir be ku beraşek bi stûyê wî ve bê girêdan û ew bê avêtin nav deryayê.
Hay ji xwe hebin. Gava birayê te li hember te guneh bike, dengê xwe lê hilde û eger ew tobe bike, hingê lê bibihûre.
Eger ew di rojê de heft caran li hember te guneh bike û heft caran li te vegere û bêje: ‹Ez tobe dikim›, hingê divê tu lê bibihûrî.»
Şandiyan ji Xudan re got: «Baweriya me zêde bike.»
Û Xudan got: «Eger baweriya we wek libeke xerdelê jî hebûya, weyê ji vê dara tûyê re bigota: ‹Ji ra ve rabe û xwe di deryayê de biçikilîne!› Û wê bi ya we bikira.
«Kî ji we, xulamekî wî yê şivan an cotkar hebe, gava ew ji zeviyê vegere malê, wê jê re bêje: ‹Hema were û li ser sifrê rûne?›
Ma ew di şûna vê de ji wî re nabêje: ‹Rabe, pişta xwe girêde, heta ku ez bixwim û vexwim xizmeta min bike û paşê tu jî bixwe û vexwe?›
Û ji bo ku wî ew tiştên ku li wî hatibûn emirkirin anîn cih, ma ewê spasiya xulam bike?
De îcar hûn jî, çaxê we hemû tiştên ku li we hatine emirkirin anîn cih, bêjin: ‹Em xulamên bêkêr in; me ew karê ku li ser me deyn bû, kir.›»
Gava Îsa diçû Orşelîmê, ew di navbera Samerya û Celîlê re dibihûrî.
Û gava ew ket gundekî, deh zilamên kotî, ku ji dûr ve sekinî bûn, rastî wî hatin.
Û wan bi dengekî bilind got: «Ya Îsa, ya Hosta, rehmê li me bike!»
Gava wî ew dîtin, wî ji wan re got: «Herin û xwe nîşanî kahînan bidin!» Û çaxê hê ew diçûn, ew ji kotîbûna xwe paqij bûn.
Îcar gava yekî ji wan dît ku ew sax bûye, vegeriya û bi dengekî bilind pesnê Xwedê da.
Wî li ber lingên Îsa xwe deverû avêt erdê û spasiya wî kir. Ew yekî Samerî bû.
Îsa lê vegerand û got: «Ma ne her deh hatine paqijkirin? Ka her nehên din li ku derê ne?
Ma ji viyê xerîb pê ve kesek venegeriya, ku navê Xwedê bilind bike?»
Hingê Îsa jê re got: «Rabe ser xwe û here! Baweriya te tu xilas kirî.»
Carekê Fêrisiyan pirs ji Îsa kirin û gotin: «Padîşahiya Xwedê wê kengê bê?» Wî li wan vegerand û got: «Padîşahiya Xwedê wê ne wisa bê ku mirov bikare temaşeyî wê bike.
Ne jî mirov wê bêje: ‹Va ye, li vê derê ye!›, an jî: ‹Wa ye, li wê derê ye!› Çimkî Padîşahiya Xwedê di nav we de ye.»
Û Îsa ji şagirtan re got: «Roj wê bên ku hûnê bêriya dîtina rojeke ji rojên Kurê Mirov bikin, lê hûn nabînin.
Wê ji we re bêjin: ‹Va ye, li vê derê ye› an: ‹Wa ye, li wê derê ye!› Lê neçin û bi pey wan nekevin.
Çimkî çawa birûsk ji aliyekî ezmên ve birq dide û heta bi aliyê din ronahiyê dide, Kurê Mirov jî wê di roja xwe de wisa be.
Lê divê ew pêşî gelek êşan bikişîne û ji aliyê vî nifşî ve bê redkirin.
Çawa di rojên Nûh de dibû, wisa jî wê di rojên Kurê Mirov de bibe:
Heta roja ku Nûh ket gemiyê mirovan dixwar, vedixwarin, jin dianîn û mêr dikirin. Hingê tofan rabû û hemû helak kirin.
Di rojên Lût de jî wisa bû: Mirovan dixwar, vedixwarin, dikirrîn, difirotin, diçandin û ava dikirin.
Lê roja ku Lût ji Sodomê derket, ji ezmên agir û kewkurt barî û hemû helak kirin.
Ew roja ku Kurê Mirov xuya bibe jî, wê wisa be.
Wê rojê ewê ku li ser banî be û tiştên wî di hundir de bin, bila ji bo ku wan hilde, neyê xwarê û ewê ku li nav zeviyê be, bila ew jî venegere!
Jina Lût bînin bîra xwe!
Kî bixebite ku jiyana xwe biparêze, ewê wê winda bike; lê kî ku jiyana xwe winda bike, ewê wê xilas bike.
Ez ji we re dibêjim: Di wê şevê de du kes wê di nav nivînekê de bin; yek ji wan wê bê birin û yê din bê hiştin.
Du jin wê bi hev re li ser destar bin, yek ji wan wê bê birin û ya din wê bê hiştin.»
Wan lê vegerand û gotin: «Ya Xudan, ma ev wê li ku derê bibe?» Wî jî ji wan re got: «Kelaş li ku derê be, teyrên kelaşan jî wê li wê derê bicivin.»
Ji bo ku ew herdem dua bikin û newestin, Îsa meselek ji wan re got:
«Di bajarekî de dadgerek hebû ku ne ji Xwedê ditirsiya û ne jî ji mirovan şerm dikir.
Di wî bajarî de jinebiyek jî hebû ku dihat ba dadger û jê re digot: ‹Heqê min ji neyarê min bistîne!›
Dadger demekê nexwest, lê piştre ji xwe re got: ‹Her çiqas ez ne ji Xwedê ditirsim û ne jî ji mirovan şerm dikim,
lê belê ji ber ku ev jinebiya ha hergav tê û min reht dike, ezê rabim, heqê wê bidim wê, da ku ev herdem neyê, serê min gêj neke.›»
Û Xudan got: «Bibihîzin ku dadgerê neheq çi dibêje.
Ma Xwedê heqê bijartiyên xwe yên ku bi şev û roj hawara xwe digihînin wî, nade wan? Ma wê wan li hêviyê bihêle?
Ez ji we re dibêjim, ewê heqê wan zû bide wan. Lê dîsa jî gava Kurê Mirov bê, gelo ewê baweriyê li ser rûyê erdê bibîne?»
Îsa ev mesele jî ji hinekan re got, yên ku ji rastdariya xwe piştrast in û yên din kêm dibînin:
«Du mirov hilkişiyan Perestgehê, da ku dua bikin. Yek ji wan Fêrisî bû û yê din bacgir bû.
Yê Fêrisî li ser piyan rawesta û ji xwe re weha dua kir: ‹Ya Xwedê, ez şikir ji te re dikim ku ez ne wek mirovên din im: Ez ne rêbir, ne neheq, ne zînakar, an jî ne wek vî bacgirê ha me.
Ez di heftiyê de du caran rojiyê digirim û dehyeka hemû derameta xwe didim.›
Lê yê bacgir ji dûr ve rawesta û nedixwest çavên xwe jî ber bi ezmên ve hilde; wî li singê xwe dixist û digot: ‹Ya Xwedê, li min gunehkarî were rehmê!›
Ez ji we re dibêjim: Ne yê Fêrisî, lê yê bacgir rastdar çû mala xwe. Çimkî her kesê ku xwe bilind bike, wê bê nizimkirin; lê yê ku xwe nizim bike, wê bê bilindkirin.»
Zarokên biçûk jî anîn ba Îsa, da ku destê xwe deyne ser wan. Lê gava şagirtan ev yek dît, li wan hilatin.
Lê Îsa gazî wan kir, ku bên ba wî û got: «Bihêlin, bila zarok bên ba min, pêşiya wan negirin. Çimkî Padîşahiya Xwedê ji yên weha re ye.
Bi rastî ez ji we re dibêjim, kî ku Padîşahiya Xwedê wek zarokekê qebûl neke, tu caran nakeve wê.»
Û serwerekî ji wî pirsî û got: «Ya Mamostê qenc, ez çi bikim, da ku ez bibim wêrisê jiyana herheyî?»
Û Îsa ji wî re got: «Çima tu ji min re qenc dibêjî? Ji Xwedê pê ve, tu kesê qenc tune.
Tu emran dizanî: ‹Zînayê neke!›, ‹Nekuje!›, ‹Diziyê neke!›, ‹Şahidiya derewîn neke!›, ‹Qedrê dê û bavê xwe bigire!› »
Wî jî got: «Ev tiştên ha hemû min ji xortaniya xwe ve pêk anîne.»
Gava Îsa ev bihîst, ji wî re got: «Hê jî tiştek ji te kêm heye: Çi tiştê te heye bifiroşe û li belengazan belav bike. Hingê wê li ezmanan xezîna te hebe. Û were, bikeve pey min.»
Lê gava wî ev tiştê ha bihîst, ew gelek xemgirtî bû, çimkî ew gelek dewlemend bû.
Îcar gava Îsa dît ku ew gelek xemgirtî bû, got: «Çiqas zehmet e ku yên dewlemend bikevin Padîşahiya Xwedê!
Çimkî derbasbûna devê ya di qula derziyê re, ji ketina mirovê dewlemend a Padîşahiya Xwedê hêsanîtir e.»
Û yên ku ev bihîstin gotin: «Eger wisa ye, kî dikare xilas bibe?»
Lê Îsa got: «Tiştê ku li ba mirovan nabe, li ba Xwedê dibe.»
Hingê Petrûs got: «Va ye, me yên xwe hiştine û em li pey te hatine.»
Îsa ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, tu kes tune ku di ber Padîşahiya Xwedê de dev ji mal, an jin, an zarok, an dê, an bav, an birayan berdabe,
di vê dinyayê de gelek bêtir û di dinya ku bê de jiyana herheyî nestîne.»
Îsa her diwanzdeh anîn ba xwe û ji wan re got: «Va ye, em derdikevin Orşelîmê û hemû tiştên ku bi destê pêxemberan li ser Kurê Mirov hatine nivîsîn, wê bên cih:
Ewê bê xistin nav destê miletan, wê tinazên xwe bi wî bikin, wê wî riswa bikin, wê tif bikin wî,
wê wî bidin ber qamçiyan û wê wî bikujin û ewê roja sisiyan ji nav miriyan rabe.»
Lê wan tu tişt fêm nekir. Ev peyv ji wan re veşartî ma û tiştên ku wî gotin, fêm nekirin.
Çaxê Îsa nêzîkî Erîhayê dibû, yekî kor li tenişta rê rûniştibû û pars dikir.
Gava wî bihîst ku elaletek dibihûre, pirsî û got: «Ev çi ye?»
Lê vegerandin û gotin: «Îsayê Nisretî dibihûre.»
Yê kor kir qîrîn û got: «Ya Îsa, Kurê Dawid, li min were rehmê!»
Û yên ku di pêşiyê de diçûn, lê hilatin, da ku ew dengê xwe bibire; lê wî hê bêtir kir qîrîn û got: «Ya Kurê Dawid, li min were rehmê!»
Îsa rawesta, emir kir, ku yê kor bînin ba wî. Û gava yê kor nêzîk bû, Îsa ji wî pirsî:
«Tu çi dixwazî ku ez ji te re bikim?» Wî got: «Ya Xudan, bila çavên min bibînin.»
Îsa jî ji wî re got: «Bila çavên te bibînin, baweriya te tu xilas kirî.»
Û wî di cih de dît, li pey Îsa çû û pesnê Xwedê da û hemûyên ku ev yek dîtin, rûmet dan Xwedê.
Îsa ket Erîhayê û di bajêr re derbas dibû.
Zilamek li wir hebû, ku navê wî Zexayos bû. Ew serekê bacgiran bû û dewlemend bû.
Wî dixwest ku Îsa bibîne, ka ew kî ye, lê ji ber elaletê nikaribû, çimkî bejna wî kin bû.
Îcar ew di pêşiya wan de bezî, çû ser dareke hêjîra bejik, da ku Îsa bibîne, çimkî ewê di wê riyê re derbas bibûya.
Û çaxê Îsa hat wî cihî, li jor nêrî û jê re got: «Wa Zexayos, bilezîne, were xwarê, çimkî divê îro ez li mala te bibim mêvan.»
Wî lezand, hat xwarê û bi şahî Îsa anî mala xwe.
Hemûyên ku ev yek dîtin, kirin pitepit û gotin: «Ew li ba mirovekî gunehkar bû mêvan.»
Lê Zexayos li pêş hemûyan rawesta û ji Xudan re got: «Ya Xudan, va ye, ez nîvê malê xwe didim belengazan û eger min ji kesekî bi neheqî tiştek standibe, ezê çar qat lê vegerînim.»
Û Îsa jê re got: «Îro xilasî gihîştiye vê malê, çimkî ev jî kurekî Birahîm e.
Ji bo vê yekê Kurê Mirov hatiye ku li yê windabûyî bigere û wî xilas bike.»
Çaxê wan guh didan van tiştan, Îsa meseleke din got, çimkî nêzîkî Orşelîmê bû û wan digot qey Padîşahiya Xwedê ha niha wê xuya bibe.
Îcar Îsa got: «Zilamekî esilzade çû welatekî dûr, da ku padîşahiyekê bistîne û dîsa vegere.
Wî gazî deh xulamên xwe kir û deh zêr dan wan û got: ‹Bi van ticaretê bikin, heta ku ez bêm.›
Lê welatiyên wî ji wî nefret dikirin, qasid li pey wî şandin ku bêjin: ‹Em naxwazin ku ev mirov li ser me bibe padîşah.›
Û çaxê wî padîşahî stand û vegeriya, emir kir, ku gazî wan xulaman bikin ku wî pere dabûn wan, da ew bizane ku her yekî ji wan çi bi ser xistiye.
Yê pêşî hat ber wî û got: ‹Ezbenî, zêrê te deh zêrên din bi ser xistin.›
Wî ji xulam re got: ‹Aferim, xulamê qenc! Ji ber ku tu di ya hindik de dilsoz bûyî, li ser deh bajaran bibe serwer.›
Yê diduyan hat û got: ‹Ezbenî, zêrê te pênc zêr bi ser xistin.›
Û ji vî re jî got: ‹Tu jî li ser pênc bajaran bibe serwer.›
Yekî din hat û got: ‹Ezbenî, va ye zêrê te, min ew di nav destmalekê de pêça û hilanî.
Ez ji te tirsiyam, çimkî tu mirovekî hişk î; tiştê ku te dananiye, tu radihêjî û tiştê ku te neçandiye, tu didirûyî.›
Wî jê re got: ‹Hey xulamê neqenc! Ezê ji devê te dîwana te bikim. Madem ku te dizanibû, ez mirovekî hişk im, tiştê ku min dananiye, ez radihêjim, tiştê ku min neçandiye, ez didirûm,
nexwe çima te perê min neda pereguhêran? Çaxê ez vegeriyam, minê ew bi fayiza wî ve bistanda.›
Û ji yên ku li wê derê bûn re got: ‹Wî zêrî ji wî bistînin û bidin wî yê ku deh zêrên wî hene.›
Wan jê re got: ‹Ya mîrza, deh zêrên wî hene.›
‹Ez ji we re dibêjim, yê ku pê re heye, wê jê re bê dayîn, lê yê ku pê re tune, tiştê di destê wî de ye jî wê ji wî bê standin.
Lê belê wan dijminên min, yên ku nedixwestin, ez li ser wan bibim padîşah, bînin vê derê û wan li ber min bikujin.›»
Piştî Îsa ev tiştên ha gotin, derket ser rê, di pêşiyê wan de çû, da ku here Orşelîmê.
Çaxê ew nêzîkî Beytfacê û Beytanyayê dibû, li cihê ku jê re Çiyayê Zeytûnê digotin, wî du şagirtên xwe şandin
û ji wan re got: «Herin vî gundê pêşberî we. Gava hûn bikevin nav gund, hûnê dehşikeke girêdayî bibînin ku hê tu kes lê siwar nebûye. Wê vekin û bînin vir.
Û eger kesek ji we bipirse û bêje: ‹Çima hûn wê dehşikê vedikin?› weha bêjin: ‹Ew ji Xudan re lazim e.›»
Yên ku hatibûn şandin çûn û her tişt wek ku Îsa ji wan re gotibû dîtin.
Gava wan dehşik vedikir, xwediyên dehşikê ji wan re gotin: «Çima hûn dehşikê vedikin?»
Wan jî got: «Ew ji Xudan re lazim e.»
Û dehşik anîn ba Îsa. Wan cilên xwe ji Îsa re danîn ser dehşikê û ew lê siwar kirin.
Gava Îsa diçû, xelkê ji wî re cilên xwe li ser rê radixistin.
Êdî gava ew nêzîkî berwara Çiyayê Zeytûnê bû, elaleta şagirtên wî dest pê kir û bi dilxweşî û bi dengekî bilind pesnê Xwedê ji bo wan hemû karên mezin ên ku dîtibûn, didan.
Wan digot: «Pîroz be ew Padîşahê Ku bi navê Xudan tê. Li ezmên silamet Û li bilindahiyan rûmet!»
Hin ji Fêrisiyan, yên ku di nav wê elaletê de bûn, ji Îsa re gotin: «Mamoste, dengê xwe li şagirtên xwe hilde!»
Îsa li wan vegerand û got: «Ez ji we re dibêjim: Eger ew bêpêjin bimînin, kevir wê dengê xwe hildin.»
Çaxê Îsa nêzîk bû, bajar dît, li ser giriya
û got: «Xwezî îro te jî ev tiştên ku ji bo aştiya te ne bizaniyana! Lê niha ew ji ber çavên te hatine veşartin.
Roj wê bi ser te de bên, ku dijminên te wê li dora te çeperan çêkin û hawirdora te bigirin, ji her aliyî ve te bidin tengahiyê
û wê te û zarokên te yên di nav te de li erdê bixin û ewê di nav te de kevir li ser kevir nehêlin, çimkî te wextê serdana xwe nezanî.»
Îsa ket Perestgehê û dest pê kir, yên ku tê de kirrîn û firotin dikirin, avêtin derve
û ji wan re got: «Hatiye nivîsîn: ‹Mala min wê bibe mala duayê›, Lê we ew kiriye ‹şkefta rêbiran›.»
Îsa her roj di Perestgehê de hîn dikir. Serekên kahînan, Şerîetzan û giregirên gel dixebitîn, ku wî bikujin,
lê wan nikaribû tiştekî bibînin ku bi wî bikin, çimkî tevahiya xelkê ji dil guhdariya wî dikir.
Rojekê, çaxê wî di Perestgehê de xelk hîn dikir û Mizgînî dida, serekên kahînan, Şerîetzan û rihspî tevde bi ser de hatin
û jê re gotin: «Ji me re bêje, tu van tiştan bi çi desthilatiyê dikî, an yê ku ev desthilatî daye te kî ye?»
Îsa li wan vegerand û got: «Ez jî, ezê tiştekî ji we bipirsim, ka ji min re bêjin:
Imadkirina Yûhenna ji ezmên bû, an ji mirovan bû?»
Ew bi hevdû şêwirîn û gotin: «Eger em bêjin: ‹Ji ezmên e›, ewê bêje: ‹Çima we ji wî bawer nekir?›
Û eger em bêjin: ‹Ji mirovan e›, ji xwe tevahiya xelkê wê me bide ber keviran, çimkî ew qenc bawer dikin ku Yûhenna pêxember e.»
Îcar wan lê vegerand û gotin: «Em nizanin ji ku derê ye.»
Îsa ji wan re got: «Ez jî ji we re nabêjim ku ez van tiştan bi çi desthilatiyê dikim.»
Îsa dest pê kir, ev mesele ji xelkê re got: «Mirovekî rezek çand, ew bi kirê da rezvanan û ji bo demeke dirêj çû welatekî din.
Û di demsala rêz de wî xulamek şand ba rezvanan, da ku ji berê rêz bidin wî. Lê rezvanan li wî xist û ew destvala şandin.
Hingê wî xulamekî din şand, wan li wî jî xist, riswa kirin û destvala şandin.
Yê sisiyan jî şand, ew jî birîndar kirin û avêtin derve.
Xwediyê rêz jî got: ‹Gelo ez çi bikim? Ezê kurê xwe yê delal bişînim, belkî ew siyaneta wî bigirin.›
Lê gava rezvanan ew dît, bi hevdû şêwirîn û gotin: ‹Ev wêris e. De werin, em wî bikujin, da ku mîras ji me re bimîne.›
Wan ew avêt derveyê rêz û kuştin. Ma îcar xwediyê rêz wê çi bi wan bike?
Ewê bê, van rezvanan helak bike û wê rêz bide hinekên din.» Gava wan ev yek bihîst, gotin: «Xwedê neke!»
Lê Îsa li wan nêrî û got: «Nexwe eva hatiye nivîsîn çi ye? ‹Ew kevirê ku hostayan red kir Bû kevirê serê rikin.›
Her kesê ku bi ser wî kevirî de bikeve, wê bibe perçe perçe û ew kevir bi ser kê de bikeve, wê wî hûrhûr bike.»
Şerîetzan û serekên kahînan xwestin ku di cih de dest bavêjin wî, çimkî wan fêm kir, ku Îsa ev mesele anî ser wan, lê ew ji xelkê tirsiyan.
Çavê wan li Îsa bû û wan casûsên ku xwe rast nîşan didan, şandin ba wî, da ku ew wî bi xebera wî bigirin û derxin ber dîwan û desthilatiya walî.
Wan ji wî pirsî û gotin: «Mamoste, em dizanin ku tu rast dibêjî û hîn dikî. Tu cihêtiyê naxî nav mirovan, lê belê tu riya Xwedê rast hîn dikî.
Îcar ma ji me re dibe ku em bacê bidin Qeyser an na?»
Lê Îsa bi qurnaziyên wan hesiya û ji wan re got:
«Ka zîvekî nîşanî min bidin. Ma ev resm û nivîsîn ên kê ne?» Wan got: «Yên Qeyser in.»
Îsa jî ji wan re got: «Madem ku wisa ye, tiştên Qeyser bidin Qeyser û tiştên Xwedê bidin Xwedê.»
Wan nikaribû wî li ber xelkê bi gotina wî bigirin, ew li bersîva wî şaş man û devê xwe girtin.
Hinek ji wan Sadûqiyên ku digotin vejîna miriyan tune, hatin ji wî pirsîn û gotin:
«Mamoste, Mûsa ji bo me nivîsiye: ‹Eger birayê yekî zewicî be û ew bê zarok bimire, divê birayê wî jina wî bistîne û dûndanê ji birayê xwe re rake.›
Îcar heft bira hebûn. Yê pêşî jinek anî û bê zarok mir.
Yê diduyan
û yê sisiyan jî ew jin stand û bi vî awayî her heftan zarok li pey xwe nehiştin û mirin.
Piştre jin jî mir.
Ma di Roja Vejînê de ew jin wê bibe jina kîjanî ji van? Çimkî her heftan jî ew anîbû.»
Îsa jî ji wan re got: «Zarokên vê dinyayê jinê tînin û mêr dikin.
Lê ew ên ku hêja hatine dîtin ku bigihîjin wê dinyayê û vejîna miriyan, ne jinê tînin û ne jî mêr dikin;
ew careke din nikarin bimirin, ew eynî wek milyaketan in; ew zarokên Xwedê ne, çimkî ew zarokên vejînê ne.
Mûsa jî da xuyakirin, ku mirî wê ji nû ve rabin. Ew di serhatiya deviyê de navê Xudan hildide û dibêje: ‹Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb.›
Îcar ew ne Xwedayê miriyan e, lê Xwedayê zindiyan e, çimkî hemû ji wî re sax in.»
Hinekan ji Şerîetzanan bersîv dan û gotin: «Mamoste, te qenc got.»
Çimkî êdî wan qet nediwêrî, ku tiştekî ji wî bipirsin.
Îcar Îsa ji wan re got: «Çawa dibêjin ku Mesîh kurê Dawid e?
Çimkî Dawid bi xwe di kitêba Zebûrê de dibêje: ‹Xudan ji Xudanê min re got: Li milê min ê rastê rûne,
Heta ku ez dijminên te bikim pêgeha lingên te.›
Loma, eger Dawid jê re dibêje Xudan, çawa ew dibe kurê Dawid?»
Û çaxê tevahiya xelkê guhdariya wî dikir, wî ji şagirtên xwe re got:
«Hay ji wan Şerîetzanan hebin ku dixwazin bi xiftanên dirêj bigerin û hez dikin ku di sûkan de xelk silavê bidin wan û di kinîştan de li ser kursiyên pêşî û di ziyafetan de li cihên jorîn rûnin.
Ew malên jinebiyan dadiqurtînin û ji bo ku bên dîtin, duayên dirêj dikin. Dîwana wan wê hê girantir be.»
Îsa serê xwe hilda û kesên dewlemend, yên ku diyariyên xwe davêtin peredanka Perestgehê, dîtin.
Wî jinebiyeke reben jî dît ku du pol avêtinê.
Hingê Îsa got: «Ez rast ji we re dibêjim, vê jinebiya belengaz ji wan hemûyan bêtir avêtê.
Çimkî van hemûyan ji tiştên ku ji wan zêde bûn, avêtin nav diyariyan, lê vê jinikê ji belengaziya xwe hemû abora xwe avêtê.»
Çaxê hinekan digot ku Perestgeh çawa bi kevirên spehî û bi diyariyan hatiye xemilandin, Îsa got:
«Heçî ev tiştên ha ne yên ku hûn dibînin, roj wê bên, ku hingê li vê derê kevir li ser kevir namîne. Tiştek namîne ku neyê hilweşandin.»
Wan jî ji Îsa pirsî û gotin: «Mamoste, ev tişt wê kengê çêbin? Û çaxê ev tiştên ha li ber çêbûnê bin, nîşana wan çi ye?»
Îsa jî got: «Hay ji xwe hebin ku hûn neyên xapandin, çimkî gelek wê bi navê min bên û wê bêjin: ‹Ez ew im› û ‹Wext nêzîk bûye!› Li pey wan neçin!
Çaxê hûn li ser şer û hengameyan bibihîzin, netirsin, çimkî divê pêşî ev tiştên ha çêbin, lê belê dawî pêre pêre nayê.»
Hingê wî ji wan re got: «Milet wê li hember miletan rabe, padîşahî wê li hember padîşahiyan rabe.
Erdhejînên mezin wê çêbin û li cih cihan xela û êşa zirav wê derkevin. Tiştên tirsehêz û nîşanên mezin wê li ezmên bibin.
Lê ji berî van hemû tiştan wê dest bavêjin we û tengahiyê bidin we. Ewê we teslîmî kinîştan bikin û we bavêjin zîndanan û di ber navê min de ewê we derxin ber padîşah û waliyan.
Ev tişt wê çêbin, da ku hûn şahidiyê ji bo min bikin.
Loma bixin dilê xwe ku hûn ji pêşî ve nefikirin ku hûnê çawa xwe biparêzin.
Çimkî ezê dev û ziman û şehrezayiyê bidim we, ku neyarên we nekarin li ber we bipeyivin an bisekinin.
Lê heta bi dê û bav, bira, mirov û dostên we wê we bidin girtin û wê hinan ji we bikujin.
Ji ber navê min hemû jî wê ji we nefret bikin.
Lê mûyek ji serê we winda nabe.
Hûnê bi bîhnfirehiya xwe canê xwe bi dest bixin.
«Lê çaxê hûn bibînin ku hawirdora Orşelîmê bi leşkeran bê girtin, hingê bizanin ku xerabûna wê nêzîk e.
Hingê yên ku di Cihûstanê de ne, bila birevin çiyan! Û yên ku di bajêr de bin, bila jê derkevin! Û yên ku li çolê bin, bila nekevin bajêr!
Çimkî ev rojên heyfstandinê ne, da ku heçî tiştên hatine nivîsîn, bên cih.
Wey li wan ên ku di wan rojan de bizaro ne û dimêjînin. Çimkî tengahiyeke mezin wê bê ser welêt û xezeb wê bê ser vî gelî.
Ewê bikevin ber devê şûr, bi hêsîrtî wê bên birin nav hemû miletan û heta zemanê miletan temam bibe, Orşelîm wê di bin lingên wan de biperçiqe.
«Li ser roj, heyv û stêran nîşan wê çêbin û li ser erdê ji ber guregura pêlên deryayê milet wê bibizdin û şaş bibin.
Ew mirovên ku li benda wan tiştên ku bên serê dinyayê disekinin, ji tirsan dilê wan wê bibihûre; çimkî stêrên ezmanan wê ji cihê xwe bihejin.
Hingê wê bibînin ku ‹Kurê Mirov di nav ewrekî de bi hêz û rûmeta mezin tê.›
Çaxê ev tiştên ha dest pê bikin û çêbin, li jor binêrin û serê xwe hildin, çimkî xilasiya we nêzîk dibe.»
Û Îsa ji wan re meseleyek got: «Li dara hêjîrê û li hemû darên din binêrin.
Çaxê ku ew dibişkivin, hûn dibînin û hûn ji ber xwe dizanin ku êdî havîn nêzîk e.
Bi vî awayî, çaxê hûn jî bibînin ku ev tiştên ha çêdibin, bizanin ku Padîşahiya Xwedê nêzîk e.
Bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ev tiştên ha hemû çênebin, ev nifş qet nabihûre.
Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
«Hay ji xwe hebin ku bi xwarina zehfî, serxweşî û bi xemên vê jiyanê dilê we giran nebe û ew roj ji nişkê ve wek dafikekê bi ser we de neyê.
Çimkî ewê bi ser wan hemûyên ku li ser rûyê erdê dimînin de, bê.
Lê herdem dua bikin û hişyar bimînin, da ku hûn bikarin ji ber van hemû tiştên ku wê bibin, birevin û li ber Kurê Mirov rawestin.»
Îsa bi roj di Perestgehê de hîn dikir û bi şev derdiket, diçû wî çiyayê ku jê re Çiyayê Zeytûnê digotin û şeva xwe dibihûrand.
Û xelk hemû sibê zû dihatin Perestgehê ba wî, da ku guhdariya wî bikin.
Cejna Nanê Şkeva ya ku jê re Cejna Derbasbûnê tê gotin, nêzîk dibû.
Serekên kahînan û Şerîetzan li riyekê digeriyan, ka çawa Îsa bikujin, çimkî ew ji xelkê ditirsiyan.
Hingê Îblîs ket dilê Cihûdayê ku jê re Îsxeryotî digotin. Ew yek ji her diwanzdehan bû.
Cihûda rabû, çû ba serekên kahînan û serwerên parêzgerên Perestgehê, bi wan re peyivî, ka wê çawa bikare Îsa bide destê wan.
Ew gelek şa bûn û bi wî re li hev hatin ku ew peran bidin wî.
Cihûda jî razî bû û li keysekê geriya, bê ku elalet hebe, wî bide destê wan.
Û roja Cejna Nanê Şkeva hat, a ku diviya, tê de berxê goriya Cejna Derbasbûnê bê şerjêkirin.
Îsa Petrûs û Yûhenna şandin û ji wan re got: «Herin, şîva Cejna Derbasbûnê ji me re amade bikin, da ku em bixwin!»
Wan jî got: «Ma tu dixwazî ku em wê li ku derê amade bikin?»
Wî li wan vegerand û got: «Gava hûn bikevin nav bajêr, mirovekî ku rahiştiye cerekî avê, wê rastî we bê. Hûnê li pey wî herin û herin wî xaniyê ku ew bikeviyê
û ji malxwê malê re bêjin: ‹Mamoste ji te dipirse: Ka ew odeya mêvanan a ku ez li wê bi şagirtên xwe re şîva Cejna Derbasbûnê bixwim, li ku derê ye?›
Hingê ewê li jor odeyeke mezin a raxistî nîşanî we bide. Li wê derê şîvê amade bikin.»
Ew çûn, wan her tişt wek ku Îsa ji wan re gotibû, dîtin û şîva Cejna Derbasbûnê amade kirin.
Gava bû çaxê şîvê, Îsa bi Şandiyan re li ser sifrê rûnişt
û ji wan re got: «Hê ji berî ku ez cefayê bikişînim, dilê min gelek xwest ku ez bi we re vê şîva Cejna Derbasbûnê bixwim.
Çimkî ez ji we re dibêjim, heta ku di Padîşahiya Xwedê de pêk neyê, ez tu caran ji vê cejnê naxwim.»
Piştre wî rahişt kasekê, şikir kir û got: «Ha ji we re vê bistînin û di nav xwe de leva bikin.
Çimkî ez ji we re dibêjim, heta Padîşahiya Xwedê neyê, ez qet ji ava mêwê venaxwim.»
Piştre wî rahişt nanekî, şikir kir û şikand. Wî ew da destê wan û got: «Ev bedena min e, ku di ber we de hatiye dayîn. Vê yekê ji bo bîranîna min bikin.»
Piştî şîvê wî kase hilda û got: «Ev kasa ha ya ku ji xwîna min e di ber we de hatiye rijandin, Peymana Nû ye.
Lê va ye, destê wî yê ku min bide dest, bi min re li ser sifrê ye.
Erê, Kurê Mirov wek ku biryar hatiye dayîn, wê here, lê belê wey li wî kesê ku wî bide dest.»
Hemû şagirtan dest pê kir û ji hev pirsîn, ka kî ji wan e, yê ku wê vî karî bike?
Devjenî ket nav wan, ka kî ji wan wê yê mezin bê hesibandin.
Îsa ji wan re got: «Padîşahên miletan hukumdariyê li ser wan dikin û yên ku serdestiyê li wan dikin, dixwazin ku ji wan re qencîxwaz bê gotin.
Lê belê divê hûn ne wisa bin. Bila yê herî mezin di nav we de wek yê herî biçûk û yê serek wek yê xulam be.
Ma yê mezintir kî ye? Gelo yê li ser sifrê rûniştî, an yê ku xizmetê dike? Ma yê li ser sifrê rûniştî ne mezintir e? Lê ez di nav we de wek xizmetkarekî me.
«Hûn ew in, yên ku di ceribandinên min de bi min re ragirtine.
Û ezê ji we re padîşahiyekê bidim, çawa Bavê min ew daye min,
da ku hûn di Padîşahiya min de li ser sifra min bixwin, vexwin û li ser textan rûnin û dîwana her diwanzdeh eşîrên Îsraêl bikin.
«Şimûn, Şimûn, va ye, Îblîs xwest ku we wek genim li bêjingê bixe.
Lê min ji bo te dua kir, da ku baweriya te sist nebe û çaxê tu dîsa vegerî, dilê birayên xwe qayîm bike.»
Şimûn lê vegerand û got: «Ya Xudan, ez amade me bi te re herim zîndanê û mirinê jî.»
Îsa got: «Petrûs, ez ji te re dibêjim, hê dîk îro bang nedayî, tê sê caran min înkar bikî.»
Îsa ji şagirtên xwe re got: «Çaxê min hûn bê xelîtik, bê tûr û bê pêlav şandin, ma tiştek ji we kêm bû?» Wan got: «Na, tu kêmahiya me nebû.»
Îsa ji wan re got: «Lê niha ewê ku xelîtka wî heye, bila wê bi xwe re bîne, wisa jî yê ku tûrê wî heye û ewê ku bê şûr e, bila ebayê xwe bifiroşe û ji xwe re şûrekî bikirre.
Çimkî ez ji we re dibêjim ku eva hatiye nivîsîn, divê li ser min bê cih, ku dibêje: ‹Û ew bi xerabkeran re hat hesabkirin.› Çimkî tiştên ku li ser min hatine nivîsîn wê bên serî.»
Wan got: «Ya Xudan, va ye, du şûr li vir hene.» Wî jî ji wan re got: «De bes e.»
Îsa derket û wek her car çû Çiyayê Zeytûnê, şagirtên wî jî li pey wî çûn.
Gava ew gihîşt wê derê, wî ji wan re got: «Dua bikin, da ku hûn nekevin ceribandinê.»
Ew, hema bêje bi dûrbûna avêtina kevirekî ji wan dûr ket, çû ser çokan, dua kir
û got: «Ya Bavê min, eger tu bixwazî, vê kasa tehl ji min derbas bike. Lê bila ne bi daxwaza min be, bi ya te be.»
Îcar milyaketek ji ezmên jê re xuya bû û hêz da wî.
Îsa ket berxwedaneke dijwar û bi kelegermî bêtir dua kir. Xwihdana wî dibû wek dilopên xwînê yên gir û diketin ser erdê.
Çaxê ku ew ji dua xwe rabû û li şagirtên xwe vegeriya, wî dît ku ew ji kederê bi xew ve çûne.
Wî ji wan re got: «Çima hûn bi xew ve diçin? Rabin ser xwe û dua bikin, da ku hûn nekevin ceribandinê.»
Hê ew wisa dipeyivî, birrek mirov, li pêşiya wan Cihûdayê ku yek ji her diwanzdeh şagirtan bû, bi ser wan de hat. Cihûda ber bi Îsa ve hat, da ku wî ramûse.
Îsa jê re got: «Cihûda, ma tê bi ramûsanekê Kurê Mirov bidî destê wan?»
Gava yên li dora wî dîtin, ka wê çi bibe, wan got: «Ya Xudan, ma em bi şûr lêxin?»
Û yekî ji wan şûr avêt xulamê Serokkahîn û guhê wî yê rastê jêkir.
Lê Îsa got: «Bes e!» Wî destê xwe danî ser guhê wî û ew qenc kir.
Piştre Îsa ji wê koma ku bi ser wî de hatibû re, ji serekên kahînan, serwerên parêzgerên Perestgehê û mezinan re got: «Hûn weha bi şûr û daran hatine; ma hûn hatine pêşiya rêbirekî?
Çaxê ez her roj di Perestgehê de di nav we de bûm, we destê xwe dirêjî min nekir. Lê belê ev saeta we ye, serdestiya taristaniyê ye.»
Îcar wan Îsa girt û birin, ew xistin xaniyê Serokkahîn. Petrûs jî ji dûr ve li pey wî diçû.
Gava di nav hewşa xanî de agir dadan û li dorê rûniştin, Petrûs di nav wan de rûnişt.
Keçikeke berdestî ew li ber êgir dît, wê çav lê zûr kirin û got: «Evê ha jî bi Îsa re bû.»
Lê wî înkar kir û got: «Ya jinikê, ez wî nas nakim.»
Piştî kêlîkekê, yekî din ew dît û got: «Tu jî yek ji wan î.» Petrûs lê vegerand û got: «Na camêr, ez ne ji wan im.»
Gava nêzîkî saetekê di wê navê de derbas bû, yekî din jî rabû û ji dil got: «Hema bi rastî evê ha jî bi wî re bû, çimkî ew ji Celîlê ye.»
Lê Petrûs lê vegerand û got: «Ey camêr, ez nizanim ka tu çi dibêjî.» Hema hingê hê ew dipeyivî, dîk bang da.
Hingê Xudan li pişt xwe zivirî, li Petrûs nêrî; îcar peyva Xudan hat bîra Petrûs, çawa ku wî jê re gotibû: «Hê dîk îro bang nedayî, tê sê caran min înkar bikî.»
Petrûs derket derve û bû kûrkûra giriyê wî.
Îcar ew zilamên ku Îsa girtibûn, pê kenîn û lê xistin.
Wan çavên wî girêdan, jê pirsîn û gotin: «De ka pêxemberîtiyê bike, yê ku li te xist kî ye?»
Û wan hê bêtir gotinên bêfihêt jê re gotin.
Gava bû roj, rihspiyên milet, serekên kahînan û Şerîetzan li hev civiyan. Û ew anîn civîna xwe ya giregiran
û ji wî re gotin: «Eger tu Mesîh î, ji me re bêje!» Îsa bersîva wan da û got: «Eger ez ji we re bêjim, hûn qet bawer nakin
û eger ez ji we bipirsim jî, hûn qet bersîva min nadin.
Lê ji niha û pê ve ‹Kurê Mirov wê li tenişta rastê ya hêza Xwedê rûne.› »
Îcar hemûyan bi hev re jê pirsî: «Nexwe tu Kurê Xwedê yî?» Wî jî ji wan re got: «Hûn bi xwe dibêjin ku ez ew im.»
Wan got: «Ma çi hewcedariya me bi şahidiyê heye? Me bi xwe ji devê wî bihîst.»
Tevahiya civînê rabû ser xwe û Îsa birin ber Pîlatos.
Wan dest bi giliyê wî kir û gotin: «Me dît ku evê ha miletê me ji rê derdixe. Nahêle ku baca Qeyser bê dayîn û ji bo xwe dibêje ku ew Mesîh e, yanî padîşah e.»
Pîlatos jê pirsî û got: «Ma tu padîşahê Cihûyan î?» Îsa lê vegerand û got: «Wek ku te got.»
Pîlatos ji serekên kahînan re û ji elaleta milet re got: «Ez tu sedemê sûcdarkirina vî mirovî nabînim!»
Lê ew li ser ya xwe man û gotin: «Vî mirovî milet li seranserê Cihûstanê, ji Celîlê û heta vir bi hînkirina xwe rakiriye ser lingan.»
Gava Pîlatos ev bihîst, wî pirsî û got: «Ma ev mirov ji Celîlê ye?»
Gava ew hîn bû ku ew ji wê dera ku di bin hukumdariya Hêrodês de ye, wî ew şand ba Hêrodês. Hêrodês bi xwe jî di wan rojan de li Orşelîmê bû.
Gava Hêrodês Îsa dît, ew gelek şa bû. Hê ji mêj ve wî dixwest ku wî bibîne, çimkî wî gelek tişt li ser Îsa bihîstibûn û hêvî dikir, ku Îsa li ber wî kerametekê bike.
Wî jî gelek pirs li ber Îsa danîn, lê Îsa qet bersîva wî neda.
Serekên kahînan û Şerîetzan li ser piyan rawestan û giliyê xwe li hember Îsa giran kirin.
Hêrodês û leşkerên wî jî ew kêm dîtin û tinazên xwe pê kirin. Wan cilekî spehî yê ku diçirise lê kir û careke din ew vegerandin ba Pîlatos.
Di wê rojê de Pîlatos û Hêrodês, yên ku beriya hingê dijminahî bi hev re dikirin, dostanî bi hev re danîn.
Pîlatos gazî serekên kahînan, serweran û xelkê kir
û ji wan re got: «We ev mirovê ha anî ber min û we got ku ew gel ji rê derdixe. Min jî ew li ber we kişand pirsyariyê û min tu sûcê ku we dixistin stûyê wî, li ser wî nedîtin.
Hêrodês jî nedît. Ji ber vê yekê wî ew li me vegerand. Û binêrin, vî mirovî tiştek nekiriye ku bê kuştin.
Loma ezê wî bidim ber qamçiyan û berdim.»
Lê koma elaletê bi dengekî kire qîrîn û got: «Vî ji ber çavê me rake, Barabas ji me re berde!»
Heçî Barabas bû, ew ji ber serhildaneke di bajêr de û ji ber mêrkujiyê ketibû zîndanê.
Pîlatos careke din bi wan re peyivî, çimkî wî dixwest Îsa berde.
Lê wan kir qîrîn û gotin: «Wî xaç bike, wî xaç bike!»
Hingê wî cara sisiyan ji wan re got: «Ka vî mirovî çi xerabî kiriye? Min tu sedemê kuştina wî nedîtiye. Loma ezê wî bidim ber qamçiyan û berdim.»
Lê dîsa ew li ser ya xwe diman û bi qîrîneke bilind dixwestin ku ew bê xaçkirin û dengê wan bi ser ket.
Pîlatos biryar da, ku daxwaza wan bê cih.
Wî ewê ku ji ber serhildan û mêrkujiyê girtî bû û wan berdana wî dixwest, ji zîndanê berda û Îsa bi hêviya daxwaza wan ve hişt.
Û gava ew dibirin, wan Şimûnê ku ji Kûrênê bû û ji zeviyê vedigeriya, girtin. Xaç danîn ser pişta wî ku ew wê li pey Îsa bibe.
Elaleteke mezin ji xelkê li pey Îsa diçû, di nav wan de pîrek jî hebûn ku li singê xwe dixistin û li ser Îsa digirîn.
Îsa li wan zivirî û got: «Ya keçên Orşelîmê, li ser min negirîn! Li ser xwe û zarokên xwe bigirîn!
Va ye, roj wê bên ku mirov wê bêjin: ‹Xwezî bi yên ku bê ber in û xwezî bi wan zikên ku zarok neanîne û bi wan çiçikên ku nemêjandine!›
Hingê mirov wê dest pê bikin û ji çiyan re bêjin: ‹Çiyano, bi ser me de bikevin! Û ji giran re bêjin: Girno, me veşêrin!›
Eger weha bi dara ter bikin, ma halê dara hişk wê bibe çi?»
Û du mirovên din ên sûcdar jî dibirin, da ku ew jî bi Îsa re bên kuştin.
Û çaxê ew gihîştin wî cihê ku Qoq jê re digotin, wan ew û herdu sûcdar xaç kirin, yek li milê wî yê rastê û yê din li milê wî yê çepê.
Hingê Îsa got: «Ya Bavê min, li wan bibihûre, çimkî ew nizanin ku ew çi dikin!» Wan jî pişk avêtin ser cilên wî û li xwe leva kirin.
Xelk jî li wê derê rawestabû û temaşe dikir. Serwerên Cihûyan jî henekên xwe bi Îsa dikirin û digotin: «Wî kesên din xilas kirin; eger ew Mesîhê bijartiyê Xwedê be, de bila xwe xilas bike!»
Leşkeran jî tinazên xwe pê dikirin, ew nêzîkî wî bûn û sihik jê re anîn
û gotin: «Eger tu padîşahê Cihûyan bî, de xwe xilas bike!»
Û li ser depika ser serê wî weha hatibû nivîsîn: EV PADÎŞAHÊ CIHÛYAN E.
Yekî ji wan sûcdarên daleqandî jî, Îsa şermezar kir û jê re got: «Ka, ma tu ne Mesîh î? De ka xwe û me xilas bike!»
Lê yê din lê hilat û got: «Ma tu ji Xwedê natirsî? Ma ne va ye, tu bi xwe jî di bin eynî cezayî de yî?
Hema heçî em in, ev heqê me ye, çimkî em bergîdana wan tiştên xerab ên ku me kirine, distînin. Lê wî tiştekî nerast nekiriye!»
Û ji Îsa re got: «Ya Îsa, çaxê tu gihîştî Padîşahiya xwe, min bîne bîra xwe!»
Îsa jî lê vegerand û got: «Bi rastî ez ji te re dibêjim ku tê îro bi min re di bihiştê de bî!»
Gava dibû nêzîkî saet diwanzdehê nîvro, rojê tarîtî girt û tarî heta saet sisiyan ket ser seranserê welêt û perda Perestgehê di nîvî re çiriya
û Îsa bi dengekî bilind kir qîrîn û got: «Ya Bavê min, ‹ez ruhê xwe didim destên te!› » Piştî ku wî ev gotina xwe got, wî ruhê xwe da.
Gava sersedê leşkeran tiştê çêbûyî dît, wî pesnê Xwedê da û got: «Bi rastî ev mirovê ha, mirovekî rast bû.»
Ew hemû xelkê ku ji bo dîtina van tiştan civiyabû, gava dît ku çi dibû, li singê xwe xist û vegeriya.
Hemû nasên Îsa û ew jinên ku ji Celîlê li pey wî hatibûn, ji dûr ve rawestabûn û ev tiştên ha temaşe dikirin.
Îcar zilamek bi navê Ûsiv hebû; ew endamekî civîna giregiran û mirovekî qenc û rast bû.
Ev mirov bi xwestin û kirina civîna giregiran razî nebûbû. Ew ji bajarekî Cihûyan, ji Arîmetyayê bû û li hêviya hatina Padîşahiya Xwedê bû.
Ew çû ba Pîlatos û cesedê Îsa jê xwest.
Gava cesed ji xaçê anî xwarê, wî ew di nav cawekî de pêça û ew xist goreke ku di latê de hatibû kolan. Hê kesek tê de nehatibû veşartin.
Ew roj roja Amadekirinê bû û roja Şemiyê dest pê dikir.
Ew jinên ku ji Celîlê bi Îsa re hatibûn, li pey Ûsiv çûn, wan gor û çawa cesedê Îsa tê de hat danîn, dîtin.
Hingê ew vegeriyan, wan rûn û giyayên bîhnxweş amade kirin. Û roja Şemiyê li gor Şerîetê tu kar nekirin û bîhna xwe vedan.
Lê roja pêşî ya heftiyê, hê sibê zû, ew jin hatin ser gorê. Wan giyayên bîhnxweş ên ku amade kiribûn, bi xwe re anîn.
Wan dît ku kevirê ser gorê ji cihê xwe gindiriye,
lê gava ew çûn nav wê, wan cesedê Xudan Îsa nedît.
Gava ew ji ber vê yekê hê şaş diman, ji nişkê ve du zilamên ku şewq ji cilên wan diçû li ba wan rawestan.
Jinan ji tirsa serê xwe kirin ber xwe. Zilaman ji wan re got: «Çima hûn di nav miriyan de li yê sax digerin?
Ew ne li vê derê ye, ew rabûye. Bînin bîra xwe, çaxê ku ew hê li Celîlê bû, wî çi ji we re digot:
‹Divê Kurê Mirov bikeve nav destên gunehkaran, bê xaçkirin û roja sisiyan dîsa rabe.›»
Û jinan jî gotinên Îsa anîn bîra xwe.
Ew ji ser gorê vegeriyan û çûn, ji her yanzdeh şagirtan û ji hemûyên din re her tişt gotin.
Yên ku xeber ji Şandiyan re anîn, ev in: Meryema Mejdelanî, Yohana, Meryema diya Aqûb û hinekên din ên ku bi wan re bûn.
Ev yek li ber çavên Şandiyan wek çîrokeke pûç xuya bû û wan ji jinan bawer nekir.
Lê Petrûs rabû ser xwe û bezî ser gorê. Gava wî xwe bi ser de xwar kir, wî ji kefenan pê ve tu tiştê din nedît. Ew çû mala xwe û li vî tiştê bûyî şaş dima.
De îcar di wê rojê de dido ji wan diçûn gundekî ku navê wî Emwas bû. Ev gund bi qasî yanzdeh kîlometreyan ji Orşelîmê dûr bû.
Herdu ji xwe re li ser wan hemû tiştên bûyî dipeyivîn.
Îcar gava ew hê ji xwe re dipeyivîn û ji hev dipirsîn, Îsa bi xwe nêzîkî wan bû û bi wan re çû.
Lê çavên wan dihatin girtin, da ku ew wî nas nekin.
Îsa ji wan re got: «Ev çi gotin in ku hûn di rê de ji hev re dibêjin?» Ew bi xemgînî rawestan
û yekî ji wan ku navê wî Klêpas bû, lê vegerand û got: «Ma tu yê bi tenê yî ku li Orşelîmê dimîne û nizane ku li wê derê di van rojan de çi çêbûye!»
Wî ji wan pirsî û got: «Çi çêbûye?» Û wan got: «Ew tiştên ku li ser Îsayê Nisretî yê ku pêxember bû û bi gotin û kirinê li ber Xwedê û li ber tevahiya gel hêzdar bû
û çawa serekên kahînan û mezinên me, ji bo ku cezayê mirinê bidinê, ew dan dest û wan ew xaç kir?
Lê me hêvî dikir, ku yê Îsraêl xilas bike, ew e. Ji bilî van hemûyan jî, va ye, îro roja sisiyan e ku ev tişt bûne.
Bi ser de çend jinên ji nav me em şaş kirin. Ew hê sibê zû li ser gorê bûn,
û cesedê wî tê de nedîtin. Ew vegeriyan û gotin ku milyaket li ber çavên wan xuyabûn û gotin ku ew dijî.
Li ser vê yekê hinek ji yên ku bi me re ne, çûn ser gorê û çawa ku jinan gotibû, wisa dîtin. Lê wan ew bi xwe nedît.»
Îsa ji wan re got: «Hey hûn bêhişno! Hûn ên ku bi derengî bi hemû gotinên pêxemberan bawerî tînin!
Ma nediviya ku Mesîh ev tişt bikişandana û bigihîşta berziya xwe?»
Îcar wî ji Mûsa û hemû pêxemberan dest pê kir û ji wan re tiştên ku li ser wî di hemû Nivîsarên Pîroz de hatibûn nivîsîn, şîrovekirin.
Gava ew nêzîkî wî gundê ku ew diçûnê, bûn, Îsa wek ku ewê hê wêvetir biçûya kir.
Lê wan li ber wî da û jê re gotin: «Li ba me bimîne, çimkî berêvar e û roj li ber ava ye!» Îsa bi wan re çû û derbasî hundir bû, da ku li ba wan bimîne.
Û gava ew bi wan re li ser sifrê rûnişt, wî rahişt nên, şikir kir, şikand û da wan.
Hingê çavên wan vebûn û wan ew nas kir. Lê ew ji ber çavên wan winda bû.
Wan ji hev re got: «Çaxê ku ew di rê de bi me re dipeyivî û Nivîsarên Pîroz ji me re şîrove dikirin, ma gotinên wî agir bi dilê me nedixistin?»
Û hema di wê saetê de herdu rabûn û vegeriyan Orşelîmê. Wan her yanzdeh şagirt û yên din ên bi wan re li hev civiyayî dîtin.
Wan ên din digotin: «Xudan bi rastî rabûye û xwe nîşanî Şimûn daye.»
Wan herduyan jî got ku di rê de çi çêbû û gava ku Îsa nan şikand, wan çawa ew nas kir.
Hê ew wisa bi hev re dipeyivîn, Îsa bi xwe di nav wan de rawesta û got: «Silamet li ser we be!»
Lê ew bizdiyan û tirsiyan, wan guman kir ku ew ruhekî li ber çavên xwe dibînin.
Îsa ji wan re got: «Çima hûn şaş mane û dudilî ne?
Li dest û lingên min binêrin, ez bi xwe me. Destên xwe li bedena min bidin û bibînin; çimkî ruh bê goşt û hestî ye, lê wek ku hûn dibînin, ez bi goşt û hestî me!»
Û gava wî ev ji wan re got, wî dest û lingên xwe nîşanî wan dan.
Lê wan ji şabûnê hê bawer nekiribû û şaşmayî bûn. Îcar wî ji wan re got: «Ka tiştekî xwarinê li ba we heye?»
Wan jî perçek ji masiyekî biraştî dan wî.
Wî ew ji destê wan rahişt û li pêş wan xwar.
Hingê wî ji wan re got: «Ha ew gotinên min ên ku gava hê ez bi we re bûm, min ji we re gotibûn, ev in: Divê ew hemû tiştên ku di Şerîeta Mûsa, di Nivîsarên Pêxemberan û di Zebûran de li ser min hatine nivîsîn, bên cih.»
Hingê wî hişê wan vekir, da ku ew bikarin Nivîsarên Pîroz fêm bikin.
Û wî ji wan re got: «Weha hatiye nivîsîn, Mesîh wê cefayê bikişîne û wê roja sisiyan ji nav miriyan rabe
û ji Orşelîmê bigire heta hemû miletên dinyayê, bi navê wî tobe û efûbûna gunehan, wê ji wan re bê danbihîstin.
Hûn şahidên van tiştan in
û va ye, ezê soza Bavê xwe bişînim ser we. Lê hûn li bajêr bimînin, heta ku hûn ji jor hêzê bistînin.»
Îcar wî ew derxistin û birin heta bi Beytanyayê û li wê derê wî destên xwe hildan û ew pîroz kirin.
Û wê gava ku wî ew pîroz dikirin, ew ji wan cuda bû, hat rakirin û hilkişiya nav ezmên.
Ew jî perizîn wî û bi şahiyeke mezin vegeriyan Orşelîmê.
Û ew her dem di Perestgehê de bûn û pesnê Xwedê didan.
Di destpêkê de Peyv hebû. Peyv bi Xwedê re bû û Peyv bi xwe Xwedê bû.
Ew di destpêkê de bi Xwedê re bû.
Her tişt bi wî afirî û bêyî wî qet tu tişt neafirî.
Jiyan di wî de bû û jiyan ronahiya mirovan bû.
Ronahî di tariyê de şewq dide û tarî nikare wê binixême.
Mirovek ji aliyê Xwedê ve hatibû şandin ku navê wî Yûhenna bû.
Ew ji bo şahidiyê hat. Ew hat ji bo ku şahidiya ronahiyê bike, da ku hemû bi rêberiya wî baweriyê bînin.
Ew bi xwe ne ronahî bû, lê ew hat ku şahidiya ronahiyê bike.
Ronahiya rastîn, ewê ku hemû mirovan ronahî dike, dihat dinyayê.
Ew li dinyayê bû û dinya bi wî afirî. Lê dinyayê ew nas nekir.
Ew hat mala xwe, lê gelê wî ew qebûl nekir.
Lê hemûyên ku ew qebûl kirin û bawerî bi navê wî anîn, wî desthilatî da wan ku bibin zarokên Xwedê.
Ew ne ji xwînê, ne ji xwestina bedenê û ne jî ji xwestina mirov çêbûn, lê ew ji Xwedê çêbûn.
Û Peyv bû xwîn û goşt, bi kerem û rastiyê tije di nav me de konê xwe danî. Me rûmeta wî, yanî rûmeta Kurê yekta yê ku ji Bav tê dît.
Yûhenna ji bo wî şahidî kir û bi dengekî bilind got: «Min gotibû: ‹Yê ku piştî min tê di ser min re ye, çimkî ew beriya min hebû.› Yê ku min li ser digot ev bû.»
Me hemûyan ji xezîna wî kerem li ser keremê stand.
Çimkî Şerîet bi destê Mûsa hat dayîn, kerem û rastî bi destê Îsa Mesîh hatin.
Tu caran, tu kesî Xwedê nedîtiye, lê Kurê yekta, Xwedayê ku li ber singê Bav e, wî bi xwe ew da zanîn.
Şahidiya Yûhenna ev e: Çaxê serekên Cihûyan ji Orşelîmê hin ji kahîn û ji Lêwiyan şandin, da ku ji wî bipirsin: «Tu kî yî?»,
wî eşkere got, wî înkar nekir û got: «Ez ne Mesîh im.»
Wan jê pirsî: «Nexwe tu kî yî? Ma tu Êlyas î?» Yûhenna got: «Na, ez ne ew im.» Ji pirsa «Ma tu ew pêxember î?» re jî, wî got: «Na, ez ne ew im jî.»
Îcar wan jê re got: «Tu kî yî? Tu ji bo xwe çi dibêjî? Da ku em bersîvekê bidin wan ên ku em şandine.»
Wî got: «Ez ew deng im ku li çolê gazî dike: ‹Riya Xudan rast bikin!› wek ku Îşaya pêxember gotiye.»
Niha yên ku hatibûn şandin ji Fêrisiyan bûn.
Wan jê pirsî: «Madem tu ne Mesîh, ne Êlyas û ne jî ew pêxember î, nexwe tu çima imad dikî?»
Yûhenna bersîva wan da û got: «Ez bi avê imad dikim, lê yek di nav we de radiweste, hûn nizanin ew kî ye.
Yê ku piştî min tê ew e û ez ne hêja me ku benên çaroxa wî vekim.»
Ev tişt hemû li wî serê Urdunê, li Beytanyayê, li cihê ku Yûhenna lê imad dikir çêbûn.
Dotira rojê Yûhenna dît ku Îsa ber bi wî ve tê. Û wî got: «Va ye! Berxê Xwedê yê ku gunehên dinyayê radike.
Ev ew kes e ku min ji bo wî gotibû: ‹Piştî min yek tê ku di ser min re ye, çimkî ew beriya min hebû.›
Min bi xwe nizanibû ew kî ye, lê ji bo ku ew ji Îsraêlê re bê diyarkirin, ez hatim ku bi avê imad bikim.»
Yûhenna şahidî kir û got: «Min dît ku Ruh ji ezmên wek kevokê hat xwar, li ser wî danî û ma.
Min bi xwe nizanibû ew kî ye, lê yê ku ez şandim da ku ez bi avê imad bikim, ji min re got: ‹Tu bibînî ku Ruh bê xwar û li ser kê deyne, yê ku bi Ruhê Pîroz imad dike, ew e.›
Min jî dît û şahidî kir ku Kurê Xwedê ev e.»
Dotira rojê dîsa Yûhenna bi du şagirtên xwe re radiwesta.
Dema wî dît ku Îsa derbas dibe, wî got: «Va ye, Berxê Xwedê!»
Du şagirtan gotina wî bihîst û li pey Îsa çûn.
Îsa li pişt xwe zivirî û dît ku ew li pey wî tên. Wî ji wan re got: «Hûn li çi digerin?» Wan jê re got: «Rebbî» – ku bê wergerandin: «Mamoste» – «tu li ku derê dimînî?»
Wî ji wan re got: «Werin, hûnê bibînin.» Îcar ew çûn û wan dît ku ew li ku derê dimîne û ew wê rojê li ba wî man. Wext piştî nîvro, saet li dora çaran bû.
Yek ji wan herdu kesên ku Yûhenna bihîstibûn û li pey Îsa çûbûn, Endrawisê birayê Şimûn-Petrûs bû.
Wî di cih de birayê xwe Şimûn dît û jê re got: «Me Mesîh dît», ku bê wergerandin «Yê Rûnkirî» ye.
Wî ew anî ba Îsa. Îsa li Şimûn nêrî û got: «Tu Şimûnê kurê Yûhenna yî. Wê bi navê Kîfas» – ku ‹Petrûs› e û bi mana ‹lat› e – «gazî te bikin.»
Dotira rojê Îsa biryar da ku here herêma Celîlê. Wî Filîpos dît û jê re got: «Li pey min were!»
Filîpos ji Beytsaydayê bû, ji wî bajarê ku Endrawis û Petrûs lê dijiyan.
Filîpos Natanyêl dît û jê re got: «Me Îsayê Kurê Ûsivê Nisretî dît, ku Mûsa di Şerîeta xwe de û pêxemberan li ser nivîsîne.»
Natanyêl jê pirsî: «Ma ji Nisretê tiştekî qenc dikare derkeve?» Filîpos jê re got: «Were û bibîne!»
Gava Îsa dît ku Natanyêl ber bi wî ve tê, li ser wî got: «Va ye, Îsraêliyekî rastîn ê ku tu hîle li ba wî tune.»
Natanyêl jê pirsî: «Ma tu ji ku derê min nas dikî?» Îsa bersîva wî da: «Beriya ku Filîpos gazî te bike, gava ku tu hê li binê dara hêjîrê rûniştî bûyî, min tu dîtî.»
Natanyêl jê re got: «Mamoste, tu Kurê Xwedê yî! Tu Padîşahê Îsraêlê yî!»
Îsa lê vegerand û got: «Ji ber ku min ji te re got: ‹Min tu li binê dara hêjîrê dîtî›, tu bawer dikî? Tê tiştên ji vê mezintir bibînî.»
Û Îsa jê re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, hûnê bibînin ku çawa ezman diqelişe û milyaketên Xwedê tên xwarê ser Kurê Mirov û diçin jorê.»
Piştî du rojan li bajarê Qenaya Celîlê dîlanek hebû û diya Îsa jî li wê derê bû.
Îsa û şagirtên xwe jî ji bo dîlanê hatibûn vexwendin.
Dema ku şerab ber xilasbûnê bû, diya Îsa jê re got: «Şeraba wan nema.»
Îsa lê vegerand û got: «Sitiyê, te çi ji min e? Hê saeta min nehatiye.»
Diya wî ji xizmetkaran re got: «Her çi ji we re bêje, bikin.»
Îcar li wê derê şeş kûpên kevirîn hebûn ku Cihûyan ji bo adetên xwe yên paqijkirinê bi kar dianîn. Her yekî ji wan di navbera du-sê denan de av hildida.
Îsa ji wan re got: «Van kûpan bi avê tije bikin.» Û wan jî ew heta ber dev tije kirin.
Hingê wî ji wan re got: «Niha hinekê derxin û ji serekê ziyafetê re bibin.» Wan jî ew bir.
Gava ku serekê ziyafetê ji ava ku bûbû şerab vexwar, wî tê dernexist ku ew ji ku derê hatiye. Lê xizmetkarên ku av anîbûn, dizanibûn. Serekê ziyafetê gazî zavê kir
û jê re got: «Her kes pêşî şeraba qenc pêşkêş dike. Û çaxê ku yên vexwendî zêde vexwarin, ew a neqenc derdixe. Lê te şeraba qenc heta niha hilanî.»
Ev nîşana ku Îsa li Qenaya Celîlê çêkir a pêşî bû. Bi vî awayî wî rûmeta xwe da xuyakirin û şagirtên wî bawerî pê anîn.
Piştî vê yekê, Îsa tevî diya xwe, birayên xwe û şagirtên xwe çû Kefernahûmê û ew gelek rojan li wê derê neman.
Cejna Derbasbûnê ya Cihûyan nêzîk bû û Îsa hilkişiya Orşelîmê.
Di Perestgehê de wî ew kesên ku dewar, mî û kevok difirotin û serafkerên rûniştî dîtin.
Îcar wî ji benan qamçiyek çêkir, ew hemû û dewar û mî jî, ji Perestgehê derxistin; perên pereguhêran rijandin û maseyên wan gêr kirin.
Wî ji kevokfiroşan re got: «Van ji vê derê rakin! Êdî mala Bavê min nekin bazargeh!»
Hat bîra şagirtên wî ku hatiye nivîsîn: «Xîretkêşiya ji bo mala te wê min bixwe.»
Li ser vê yekê Cihûyan jê pirsî: «Tê ji bo me çi nîşanê çêkî ku desthilatiya te heye, tu van dikî?»
Îsa bersîva wan da û got: «Vê Perestgehê hilweşînin, ezê di sê rojan de rakim.»
Li ser vê yekê Cihûyan jê re got: «Avakirina vê Perestgehê çil û şeş salan kişand. Ma tê wê di sê rojan de rakî?»
Lê Îsa li ser Perestgeha bedena xwe dipeyivî.
Piştre, dema ku ew ji nav miriyan rabû, hat bîra şagirtên wî ku Îsa ev yek gotiye û wan bi Nivîsara Pîroz û gotinên Îsa bawer kir.
Îcar dema ku Îsa di Cejna Derbasbûnê de li Orşelîmê bû, gelekan ew nîşanên ku wî dikirin dîtin û bawerî bi navê wî anîn.
Lê Îsa bawerî li wan nedianî. Çimkî wî bi xwe bi hemû mirovan dizanibû.
Hewcedariya wî bi şahidiya mirovan jî tunebû, çimkî wî dizanibû ku çi di dilê mirovan de ye.
Bi navê Nîkodêmos mirovek ji Fêrisiyan hebû ku serekekî Cihûyan bû.
Ev mirov bi şev hat ba Îsa û jê re got: «Mamoste, em dizanin ku tu mamosteyekî ji ba Xwedê hatiyî, çimkî ew nîşanên ku tu çêdikî, eger Xwedê ne pê re be, tu kes nikare bike.»
Îsa bersîva wî da û got: «Bi rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim ku mirovek ji nû ve çênebe, ew nikare Padîşahiya Xwedê bibîne.»
Nîkodêmos jê pirsî: «Ma mirovekî ku pîr be çawa dikare ji nû ve çêbe? Ma dikare careke din bikeve malzaroka diya xwe û çêbe?»
Îsa bersîva wî da: «Bi rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim, heta ku mirov ji avê û ruh çênebe, nikare bikeve Padîşahiya Xwedê.
Yê ku ji bedenê çêdibe beden e, yê ku ji Ruh çêdibe ruh e.
Li peyva ku min ji te re got: ‹Divê hûn ji nû ve çêbin›, şaş nemîne.
Ba li ku derê bixwaze lê dixe. Tu dengê wê dibihîzî, lê tu nizanî ku ew ji ku derê tê û bi ku derê ve diçe; her kesê ku ji Ruh çêdibe weha ye.»
Nîkodêmos jê re got: «Ev tişt çawa dikare çêbe?»
Îsa lê vegerand û got: «Tu mamosteyê Îsraêl î jî û tu van tiştan nizanî?
Bi rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim, tiştê ku em dizanin, em dibêjin, tiştê ku me dîtiye em şahidiya wî dikin; lê hûn şahidiya me qebûl nakin.
Min tiştên li ser erdê ji we re got û hûn bawer nakin. Nexwe eger ez tiştên li ezmanan bêjim, hûnê çawa bawer bikin?
Ji bilî Kurê Mirov ê ku ji ezmên hatiye, tu kes derneketiye ezmên.
Çawa ku Mûsa li çolê mar bilind kir, bi vî awayî divê Kurê Mirov jî bê bilindkirin,
da her kesê ku baweriyê bi wî bîne, jiyana wî ya herheyî hebe.»
Çimkî Xwedê wisa ji dinyayê hez kir ku Kurê xwe yê yekta da, da her kesê ku baweriyê bi wî bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe.
Xwedê Kurê xwe neşand ku dinyayê sûcdar derxe, lê ew şand ku dinya bi wî xilas bibe.
Yê ku baweriyê bi wî tîne, sûcdar nayê derxistin; lê yê ku baweriyê nayne, ji xwe sûcdar bûye, çimkî wî bawerî bi navê Kurê Xwedê yê yekta neaniye.
Dîwanbûn bi vî awayî ye: Ronahî hat dinyayê, lê mirovan ji ronahiyê bêtir ji tariyê hez kir, çimkî kirinên wan xerab bûn.
Her kesê ku xerabiyê dike, kîna wî ji ronahiyê heye; ew ber bi ronahiyê ve nayê, da ku kirinên wî xuya nebin.
Lê yê ku rastiyê dike, tê ber ronahiyê, da kifş bibe ku kirinên wî ji Xwedê ne.
Piştî vê yekê Îsa û şagirtên xwe çûn herêma Cihûstanê. Îsa li wê derê bi wan re dima û imad dikir.
Yûhenna bi xwe jî li Eynona nêzîkî Salîmê imad dikir, çimkî li wê derê pirr av hebû. Mirov dihatin wê derê û imad dibûn.
–Hingê hê Yûhenna neavêtibûn zîndanê.–
Îcar di navbera şagirtên Yûhenna û Cihûyekî de, li ser pirsa adetên paqijiyê munaqeşeyek derket.
Îcar ew hatin ba Yûhenna û jê re gotin: «Mamoste, ew kesê ku li wî aliyê Çemê Urdunê bi te re bû û te jê re şahidî kir, va ye, ew bi xwe imad dike û hemû kes diçin ba wî.»
Yûhenna bersîv da û got: «Eger ji yekî re ji ezmên neyê dayîn, ew nikare tiştekî bistîne.
Hûn bi xwe ji min re şahid in ku min gotiye: ‹Ez ne Mesîh im, lê ez di pêşiya wî de hatime şandin.›
Bûk ji bo kê be zava ew e. Lê destbirayê zavê yê ku rawestayî ye û dengê zavê dibihîze, bi dengê wî gelek şa dibe. Îcar ev şabûna min niha temam bûye.
Ji wî re mezinbûn, ji min re biçûkbûn divê.
«Yê ku ji jorê hatiye di ser hemûyan re ye. Yê ku ji erdê ye, ji erdê dipeyive; lê yê ku ji ezmên hatiye, di ser hemûyan re ye.
Wî çi dîtibe û çi bihîstibe şahidiya wan dike, lê tu kes şahidiya wî qebûl nake.
Yê ku şahidiya wî qebûl dike, mor dike ku Xwedê rast e.
Yê ku Xwedê ew şandiye, ew bi gotina Xwedê dipeyive, çimkî Xwedê Ruh bêsînor dide wî.
Bav ji Kur hez dike û her tişt daye destê wî.
Yê ku baweriyê bi Kur tîne, jiyana wî ya herheyî heye. Yê ku bi ya Kur nake, jiyanê nabîne, lê xezeba Xwedê li ser wî dimîne.»
Dema Îsa hîn bû ku Fêrisiyan bihîstiye, wî ji Yûhenna bêtir şagirt civandine û bi avê imad dike
– lê belê ne Îsa bi xwe, bi tenê şagirtên wî imad dikirin –
ew ji Cihûstanê derket û dîsa çû Celîlê.
Di dema rêwîtiyê de diviya ku ew di Sameryayê re derbas bibe.
Ew hat bajarekî Sameryayê ku navê wî Sûxar bû. Ev der nêzîkî wê zeviyê bû ku Aqûb dabû kurê xwe Ûsiv.
Bîra Aqûb li wê derê bû. Îsa wisa ji rêwîtiyê westayî li kêleka bîrê rûnişt. Wext nîvro bû.
Jineke Samerî hat ku avê bikişîne. Îsa ji wê re got: «Avê bide min ez vexwim.»
Şagirtên wî jî çûbûn bajêr ku tiştên xwarinê bikirrin.
Jinika Samerî jê re got: «Çawa dibe ku tu ji min avê dixwazî? Tu Cihû yî û ez jî jinikeke Samerî me.» – Tu têkiliya Cihûyan bi Sameriyan re tune. –
Îsa bersîva wê da û got: «Eger te bi dayîna Xwedê û yê ku ji te re dibêje: ‹Avê bide min ez vexwim› bizaniya, teyê jê bixwesta û wiyê ava jiyanê bida te.»
Jinikê jê re got: «Ezxadim, tiştekî te yê ku tu pê avê bikişînî tune û bîr jî kûr e! Tê ava jiyanê ji ku derê bînî?
Ma tu ji bavê me Aqûb mezintir î, ku ev bîr daye me? Wî bi xwe, zarokên wî û pez û dewarên wî av jê vexwarine.»
Îsa bersîv da û jê re got: «Her kesê ku ji vê avê vexwe, wê dîsa tî bibe.
Lê kî ji ava ku ez bidimê vexwe, tu caran tî nabe. Belê ew ava ku ezê bidim wî, wê di dilê wî de ji bo jiyana herheyî bibe kaniyeke ava ku diherike.»
Jinikê jê re got: «Ezxadim, vê avê bide min ku êdî ez tî nebim û neyêm ji vir avê nekişînim.»
Îsa lê vegerand û jê re got: «Here gazî mêrê xwe bike û were vir.»
Jinikê bersîva wî da û got: «Mêrê min tune.» Îsa jê re got: «Te rast got ku mêrê te tune,
çimkî pênc mêrên te hebûn û yê ku niha tu pê re yî, ne mêrê te ye. Te ev rast got.»
Jinikê jê re got: «Ezxadim, ez dibînim ku tu pêxemberek î.
Bav û kalên me li vî çiyayî perizîn, lê hûn dibêjin cihê ku divê mirov lê biperize li Orşelîmê ye.»
Îsa jê re got: «Sitiyê, ji min bawer bike, wext tê, ku hûnê ne li vî çiyayî û ne jî li Orşelîmê biperizin Bav.
Hûn diperizin wî yê ku hûn nas nakin, lê em diperizin wî yê ku em nas dikin, çimkî xilasî ji Cihûyan tê.
Lê belê wext tê û niha ye: Yên ku bi rastî diperizin, ewê bi ruh û bi rastiyê biperizin Bav. Çimkî yên ku Bav li wan digere ew in ku bi vî awayî diperizin wî.
Xwedê ruh e û yên ku diperizin wî, divê bi ruh û bi rastiyê biperizin wî.»
Jinikê jê re got: «Ez dizanim ku Mesîh» – yê ku jê re ‹Yê Bijartî› dibêjin – «wê bê û gava ku ew bê, ewê her tiştî nîşanî me bide.»
Îsa jê re got: «Ez ê ku bi te re dipeyivim, ez ew im.»
Li ser vê yekê şagirtên Îsa hatin. Ew gelek şaş man ku ew bi jinekê re dipeyive, lê kesî negot: «Tu çi dixwazî?» an «Çima tu bi wê re dipeyivî?»
Îcar jinikê cerê xwe hişt, çû bajêr û ji xelkê re got:
«Werin, wî mirovî bibînin, ku hemû tiştên ku min berê kiribûn ji min re gotin. Gelo Mesîh ev e?»
Xelk ji bajêr derketin û ber bi Îsa ve dihatin.
Di vê navê de şagirtên wî jê lava dikirin û digotin: «Mamoste, tiştekî bixwe!»
Lê Îsa ji wan re got: «Xwarineke min a ku hûn pê nizanin heye.»
Şagirtan ji hevdû pirsî: «Gelo kesekî jê re xwarin aniye?»
Îsa ji wan re got: «Xwarina min ew e, ku ez daxwaza wî yê ku ez şandime bikim û karên wî pêk bînim.
Ma hûn bi xwe nabêjin: ‹Hê ji dema dirûnê re çar meh hene›. Va ye, ez ji we re dibêjim, çavên xwe hildin û li zeviyên ku zer bûne, ji dirûtinê re amade ne binêrin.
Yê ku didirû heqê xwe distîne û ji bo jiyana herheyî ber dicivîne, da hem ê ku diçîne û hem ê ku didirû bi hev re dilgeş bibin.
Çimkî li vir peyva ‹Yek diçîne û yek didirû› rast e:
Min hûn şandin, da ku hûn zeviya ku hûn di ber de nexebitîne bidirûn; hinekên din di ber de xebitîn û hûn li ser xebata wan rûniştin.»
Gelek Sameriyên ku ji wî bajarî bûn, li ser şahidiya jinikê ya ku digot: «Hemû tiştên ku min berê kiribûn wî ji min re gotin», bawerî bi Îsa anîn.
Îcar dema ku Samerî hatin ba wî, jê lava kirin ku ew li ba wan bimîne. Ew jî du rojan li wê derê ma.
Gelekên din jî li ser gotina wî bawerî anîn
û wan ji jinikê re got: «Êdî bawerkirina me ne li ser gotina te ye, çimkî me bi xwe bihîst û em dizanin ku bi rastî jî Xilaskarê dinyayê ev e.»
Piştî van herdu rojan Îsa ji wir çû Celîlê.
Îsa bi xwe bûbû şahid ku siyaneta pêxemberekî li welatê wî tune.
Îcar dema ku ew hat Celîlê, Celîliyan ji dil ew qebûl kir. Çimkî ew bi xwe jî li Orşelîmê beşdarî Cejna Derbasbûnê bûbûn û tiştên ku wî kiribûn, dîtibûn.
Ew dîsa hat Qenaya Celîlê ku wî lê av kiribû şerab. Li wir karmendekî padîşah hebû ku kurê wî li Kefernahûmê nexweş bû.
Dema wî bihîst ku Îsa ji Cihûstanê hatiye Celîlê, ew hat ba Îsa û jê lava kir ku kurê wî qenc bike; çimkî ew li ber mirinê bû.
Îsa ji wî re got: «Heta ku hûn nîşan û karên mezin nebînin, hûn qet bawer nakin.»
Karmendê padîşah jê re got: «Ezbenî, beriya ku kurikê min bimire, xwe bigihîne ser.»
Îsa lê vegerand û got: «Here, kurê te dijî.» Mirov bi peyva ku Îsa jê re gotibû bawer kir û çû.
Hê ew negihîştibû jêr, xulamên wî hatin pêşiya wî û jê re gotin: «Kurê te dijî.»
Îcar wî ji xulamên xwe pirsî, ka kurê wî di kîjan saetê de ber bi qencbûnê ve çûye. Wan jê re got: «Duh piştî nîvro saet di yekê de, tayê ew berda.»
Hingê bavê kurik fêm kir ku tam di wê saetê de Îsa jê re gotibû: «Kurê te dijî.» Îcar wî û tevahiya maliyên wî bawerî anîn.
Ev nîşana diduyan bû ku çaxê Îsa ji Cihûstanê hatibû Celîlê çêkir.
Piştî vê yekê cejneke Cihûyan hat û Îsa hilkişiya Orşelîmê.
Li Orşelîmê, li ber Dergehê Miyê hewzeke bi pênc eywanan hebû. Bi Îbranî jê re ‹Beythasta› dibêjin.
Di wan eywanan de komeke mezin a nexweşan: Kor, şil û şeht û felcî vedizeliyan. Ew li benda çeliqandina avê diman.
Mirovek li wê derê hebû ku ji sî û heşt salan ve nexweş bû.
Îsa ew vezelandî dît û dizanibû ku ji demeke dirêj ve ye ku ew nexweş e. Wî jê re got: «Ma tu dixwazî sax bibî?»
Mirovê nexweş lê vegerand û got: «Ezbenî, kesekî min ê ku gava av diçeliqe min bixe hewzê tune. Dema ku ez dikim xwe bavêjimê, yekî din beriya min xwe davêjê.»
Îsa jê re got: «Rabe, doşeka xwe rake û rêve here.»
Di cih de mirov sax bû, doşeka xwe rakir û rêve çû. Îcar ew roj Şemî bû
û serekên Cihûyan ji wî mirovê ku qenc bûbû re gotin: «Îro Şemî ye! Nabe ku tu doşeka xwe rakî.»
Wî bersîva wan da: «Wî mirovê ku ez sax kirim ji min re got: ‹Doşeka xwe rake û rêve here.›»
Wan jê pirsî: «Ew kî ye ku ji te re got: ‹Doşeka xwe rake û rêve here›?»
Lê mirovê ku hatibû qenckirin, nizanibû ew kî ye, çimkî li wir gelek mirov civiyabûn û Îsa jî di nav wan de xwe windakiribû.
Piştî vê yekê Îsa ew li Perestgehê dît û jê re got: «Binêre, tu sax bûyî! Êdî gunehan neke, da ku tiştekî hê xerabtir neyê serê te.»
Mirov çû ji serekên Cihûyan re got yê ku ew sax kiriye Îsa ye.
Ji bo vê yekê êdî wan tengahî dida Îsa, çimkî wî ev kar di roja Şemiyê de dikirin.
Hingê Îsa bersîva wan da: «Bavê min heta bi îro jî dixebite, ez jî dixebitim.»
Ji bo vê yekê serekên Cihûyan hê bêtir xebitîn ku wî bikujin. Çimkî wî ne bi tenê roja Şemiyê şikandibû, lê wî gotibû: «Xwedê bavê min bi xwe ye» û xwe bi Xwedê re yek girtibû.
Loma Îsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, Kur nikare tiştekî ji ber xwe bike, lê tenê tiştên ku ew dibîne Bav dike, ew jî wan dike. Bav çi bike, Kur jî wisa dike.
Çimkî Bav ji Kur hez dike û hemû tiştên ku dike nîşanî wî dide. Ewê tiştên hê mezintir nîşanî wî bide wisa ku hûn lê şaş bimînin.
Erê, ka çawa Bav dikare miriyan rake û jiyanê bide wan, herweha Kur jî dikare, wan ên ku ew dixwaze, bide jiyan.
Bav dîwana tu kesî nake, lê hemû desthilatiya dîwankirinê daye Kur,
da ku çawa hemû ji Bav re hurmetê dikin, wisa ji Kur re jî hurmetê bikin. Yê ku ji Kur re hurmetê neke, ji Bavê ku ew şandiye re jî hurmetê nake.
«Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku guhê xwe dide gotinên min û ji yê ku ez şandime bawer dike, jiyana wî ya herheyî heye; ew nayê dîwankirin, lê ew ji mirinê gihîştiye jiyanê.
Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, wext tê û niha ye: Mirî wê dengê Kurê Xwedê bibihîzin û yên ku bibihîzin wê bijîn.
Çimkî çawa ku Bav serkaniya jiyanê ye, bi vî awayî wî kir ku Kur jî serkaniya jiyanê be.
Wî desthilatiya dîwankirinê jî da wî. Çimkî ew Kurê Mirov e.
Li vê yekê şaş nemînin, çimkî ew wext tê ku hemû kesên di goran de wê dengê wî bibihîzin
û derkevin. Yên ku qencî kirine, wê ji bo jiyanê, yên ku xerabî kirine, wê ji bo dîwanbûnê rabin.
«Ez nikarim tiştekî ji ber xwe bikim; wek ku ez dibihîzim ez dadbar dikim. Dadbarkirina min rast e, çimkî ez ne li daxwaza xwe, lê li daxwaza yê ku ez şandime digerim.
«Eger ez ji bo xwe şahidiyê bikim, şahidiya min ne rast e.
Lê yekî din heye ku ji bo min şahidiyê dike û ez dizanim ew şahidiya ku ew ji bo min dike rast e.
We mirov şandin ba Yûhenna û wî şahidiya rastiyê kir.
Lê ez şahidiya ku ji mirov tê naxwazim, lê belê ji bo ku hûn xilas bibin ez van dibêjim.
Yûhenna çirayeke pêketî û ronahîdar bû. We jî xwest ku hûn ji bo demekê bi vê ronahiya wî dilşa bibin.
Lê şahidiya min di ser şahidiya Yûhenna re ye. Ew karên ku Bav spartine min da ku ez pêk bînim, ew karên ku ez dikim, ji bo min şahid in ku Bav ez şandime.
Û Bavê ku ez şandime bi xwe jî ji bo min şahidî kiriye. We tu caran ne dengê wî bihîstiye û ne jî rûyê wî dîtiye.
Û peyva wî di dilê we de namîne, çimkî hûn ji yê ku wî şandiye bawer nakin.
Hûn li Nivîsarên Pîroz dikolin, çimkî li gor bîr û baweriya we jiyana we ya herheyî di wan de ye û yên ku şahidiya min dikin jî ew in.
Lê hûn naxwazin bên ba min, da ku jiyana we hebe.
«Ez rûmeta ku ji mirov tê naxwazim.
Lê ez bi we dizanim, ez dizanim ku di dilê we de hezkirina Xwedê tune.
Ez bi navê Bavê xwe hatim û hûn min qebûl nakin; eger yekî din bi navê xwe bê, hûnê wî qebûl bikin.
Hûn ên ku rûmetê didin hev û li rûmeta ku ji Xwedayê bi tenê tê nagerin, hûn çawa dikarin bawer bikin?
Nefikirin ku ezê we li ber Bav sûcdar bikim; yê ku we sûcdar dike Mûsa ye, ewê ku we hêviya xwe bi wî ve girêdaye.
Eger we ji Mûsa bawer bikira, weyê ji min jî bawer bikira, çimkî wî li ser min nivîsiye.
Lê eger hûn bi nivîsînên wî bawer nakin, hûnê çawa bi gotinên min bawer bikin?»
Piştî vê yekê Îsa derbasî aliyê din ê Gola Celîlê bû ku jê re Teberiya digotin.
Elaleteke mezin dabû pey wî, çimkî wan ew nîşan û keramet dîtibûn, yên ku wî ji bo nexweşan çêkiribûn.
Îsa derket serê çiyê û li wê derê bi şagirtên xwe ve rûnişt.
Cejna Cihûyan a Derbasbûnê nêzîk bû.
Gava Îsa çavên xwe hildan, wî dît ku elaleteke mezin ber bi wî ve tê. Îsa ji Filîpos re got: «Emê nên ji ku derê bikirrin, ji bo ku ev mirov bixwin?»
Wî ev ji bo ku Filîpos biceribîne got, çimkî wî dizanibû ku ewê çi bike.
Filîpos bersîva wî da: «Ji bo ku ji her yekî re pariyek bikeve bi du sed zîvî jî nan têra wan nake!»
Yek ji şagirtan, birayê Şimûn-Petrûs, Endrawis ji wî re got:
«Li vir lawikek heye ku pênc nanên wî yên cehî û du masiyên wî hene, lê ji bo evqas mirov ev çi ye!»
Îsa got: «Mirovan li erdê bidin rûniştin.» Li wir gelek giya hebû û ew rûniştin. Hejmara mêran li dora pênc hezar kes bû.
Hingê Îsa nan hildan, piştî ku şikir kir, ew li kesên rûniştî belav kirin. Bi vî awayî bi qasî ku wan xwest, wî masî jî dan wan.
Û piştî ku têr xwarin, wî ji şagirtên xwe re got: «Wan pariyên ku mane bidin hev, bila tiştek ziyan nebe.»
Şagirtan jî ew berhev kirin û ji ber wan ên ku pênc nanên cehî xwaribûn, diwanzdeh selik ji pariyan tije kirin.
Dema ku van mirovan ev nîşana ku Îsa çêkir dîtin, wan got: «Bi rastî jî ew pêxemberê ku wê bihata dinyayê, ev e!»
Îcar Îsa têgihîşt ku ewê bên û ji bo ku wî bikin padîşah bi zorê bibin; dîsa ew bi serê xwe hilkişiya çiyê.
Dema ku bû êvar, şagirtên wî daketin jêr û çûn golê.
Ew li qeyikekê siwar bûn û ji bo ku derbasî Kefernahûma aliyê din ê golê bibin, ketin rê. Êdî tarî ketibû erdê û hê jî Îsa nehatibû ba wan.
Golê ji ber bagereke xurt pêl dida.
Dema ku ew bi qasî pênc-şeş kîlometreyan pêşve çûn, wan dît ku Îsa li ser golê rêve diçe û ber bi qeyikê ve tê. Ew tirsiyan,
lê Îsa ji wan re got: «Netirsin, ez im!»
Îcar wan xwest ku wî bixin qeyikê. Qeyik di cih de gihîşt wî aliyê ku wan dixwest herinê.
Dotira rojê, elaleta ku li aliyê din ê golê mabû, fêm kirin ku şeva din ji qeyikekê pê ve li wê derê nebû û Îsa bi şagirtên xwe ve li qeyikê siwar nebûbû, lê şagirtên wî bi serê xwe çûbûn.
Ji aliyê din ve, qeyikên ku ji Teberiyayê hatibûn, gihîştibûn nêzîkî wê dera ku piştî şikirkirina Xudan, lê nan hatibû xwarin.
Gava elaletê dît ku ne Îsa û ne jî şagirtên wî li wê derê ne, ew bi xwe li qeyikan siwar bûn û ji bo ku li Îsa bigerin çûn Kefernahûmê.
Gava ku wan Îsa li aliyê din ê golê dît, wan jê re got: «Mamoste, tu kengê hatî vê derê?»
Îsa bersîva wan da: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ne ji ber ku we nîşan dîtine, lê ji ber ku we ji nên xwar û hûn têr bûn, hûn li min digerin.
Ji bo xwarina pûç nexebitin, lê ji bo xwarina ku ji bo jiyana herheyî dimîne bixebitin; wê xwarinê Kurê Mirov wê bide we; çimkî Bav Xwedê mora xwe li wî xistiye.»
Û wan jê pirsî: «Divê em çi bikin, ji bo ku em karên Xwedê bikin?»
Îsa bersîva wan da: «Karê Xwedê ev e ku hûn baweriyê bi wî kesê ku wî şandiye bînin.»
Li ser vê yekê wan jê re got: «Îcar tê çi nîşanê çêkî, da ku em bibînin û ji te bawer bikin? Tê çi karî bikî?
Bav û kalên me li çolê Manna xwarin. Çawa ku hatiye nivîsîn: ‹Wî ji bo xwarina wan, ji ezmên nan da.› »
Îsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ew ne Mûsa bû ku ji ezmên nan da we, lê Bavê min e ku nanê rastîn ji ezmên dide we.
Çimkî nanê Xwedê ew e ku ji ezmên tê xwarê û jiyanê dide dinyayê.»
Wan jê re got: «Ezbenî, hergav vî nanî bide me.»
Îsa ji wan re got: «Nanê jiyanê ez im. Yê ku bê ba min, qet birçî nabe û yê ku baweriyê bi min bîne, tu caran tî nabe.
Lê wek ku min ji we re got, we ez dîtim, lê hê hûn bawer nakin.
Hemû yên ku Bav dide min, wê bên ba min û yê ku bê ba min, ez wî qet nazivirînim.
Çimkî ez ji ezmên hatim xwarê, ne ji bo ku ez daxwaza xwe bikim, lê ji bo ku ez daxwaza yê ku ez şandime bikim.
Daxwaza yê ku ez şandim ev e, ku ez ji hemûyên ku wî dane min yekî winda nekim, lê di Roja Dawî de wî rakim.
Erê, daxwaza Bavê min ev e, ku her kesê Kur bibîne û baweriyê bi wî bîne, jiyana wî ya herheyî hebe. Û di Roja Dawî de ezê wî rakim.»
Îcar Cihûyan li pey wî kirin pitepit, çimkî wî got: «Nanê ku ji ezmên hatiye xwarê ez im.»
Wan got: «Ma ev ne Îsayê kurê Ûsiv e ku em diya wî û bavê wî nas dikin? Ma çawa dibe ku ew niha dibêje: ‹Ez ji ezmên hatime xwarê›?»
Îsa bersîv da û ji wan re got: «Di nav xwe de nekin pitepit.
Tu kes nikare bê ba min, heta Bavê ku ez şandime wî ber bi min ve nekişîne. Û di Roja Dawî de ezê wî rakim.
Di nivîsarên pêxemberan de hatiye nivîsîn: ‹Hemû wê ji aliyê Xwedê ve hînkirî bin.› Her kesê ku ji Bav dibihîze û hîn dibe, tê ba min.
Ev nayê wê manê ku kesekî Bav dîtiyê. Bi tenê yê ku ji Xwedê ye, wî Bav dîtiye.
Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku baweriyê tîne jiyana wî ya herheyî heye.
Nanê jiyanê ez im.
Bav û kalên we li çolê Manna xwarin, lê ew mirin.
Ew nanê ku ji ezmên hatiye xwarê, da her kesê ku jê bixwe nemire, ev e.
Ew nanê jîndar ê ku ji ezmên hatiye xwarê ez im. Eger yek ji vî nanî bixwe, wê her û her bijî û nanê ku ezê ji bo jiyana dinyayê bidim, bedena min e.»
Li ser vê yekê Cihûyan di nav xwe de devjenî kirin û gotin: «Ev mirov çawa dikare bedena xwe bide me ku em bixwin?»
Îcar Îsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ku hûn bedena Kurê Mirov nexwin û xwîna wî venexwin, jiyana we wê nebe.
Yê ku bedena min dixwe û xwîna min vedixwe, jiyana wî ya herheyî heye û di Roja Dawî de ezê wî rakim.
Çimkî bedena min xwarina rastîn, xwîna min jî vexwarina rastîn e.
Yê ku bedena min dixwe û xwîna min vedixwe, bi min re dimîne û ez jî bi wî re dimînim.
Çawa Bavê ku serkaniya jiyanê ye ez şandime û ez bi saya Bav dijîm, bi vî awayî yê ku min bixwe, wê bi saya min bijî.
Nanê ku ji ezmên hatiye xwarê ev e. Ne wek Mannayê ku bav û kalan xwar û mirin. Yê ku vî nanî bixwe, wê her û her bijî.»
Îsa ev peyv, dema ku li Kefernahûmê hîn dikir, di kinîştê de gotin.
Gelek ji şagirtên wî, dema ku ev peyv bihîstin, gotin: «Ev peyv gelek dijwar e! Kî dikare guh bide wê?»
Lê Îsa dizanibû ku şagirt li ser vê yekê pitepitê dikin, wî ji wan re got: «Ma dilê we bi vê yekê dimîne?
Nexwe eger hûn bibînin ku Kurê Mirov derdikeve cihê ku berê lê bû, wê çawa be…?
Yê ku jiyanê dide Ruh e; beden qet bi kêrî tiştekî nayê. Peyvên ku min ji we re gotine, ruh û jiyan in.
Lê yên ku di nav we de baweriyê naynin hene.» Çimkî Îsa ji destpêkê ve dizanibû ku kê bawerî neaniye û kî wê wî bide dest.
Û wî got: «Ji ber vê yekê min ji we re got heta ku ji aliyê Bav ve neyê dayîn, tu kes nikare bê ba min.»
Ji ber vê yekê, ji şagirtên wî gelek kes zivirîn û êdî bi wî re nedigeriyan.
Îcar Îsa ji diwanzdehan pirsî: «Ma hûn jî dixwazin ku herin?»
Şimûn-Petrûs bersîva wî da: «Ya Xudan, emê herin ba kê? Gotinên jiyana herheyî bi te re ne.
Û me jî bawerî aniye û em dizanin ku Pîrozê Xwedê tu yî.»
Îsa li wan vegerand û got: «Ma min hûn her diwanzdeh nebijartin? Lê belê yek ji we yek Îblîs e.»
Wî li ser Cihûdayê kurê Şimûnê Îsxeryotî digot. Bi ser ku ew yek ji diwanzdehan jî bû, yê ku wê Îsa bida dest, ew bû.
Piştî vê yekê Îsa li Celîlê digeriya. Wî nedixwest ku di Cihûstanê de bigere, çimkî serekên Cihûyan li kuştina wî digeriyan.
Gava Cejna Holikçêkirinê ya Cihûyan nêzîk bû,
birayên wî jê re gotin: «Ji vir derkeve û here Cihûstanê, da ku şagirtên te karên ku tu dikî bibînin.
Çimkî mirovê ku dixwaze bi eşkereyî xwe bide naskirin, kirinên xwe venaşêre. Madem ku tu van karan dikî, xwe nîşanî dinyayê bide.»
Çimkî birayên wî jî bawerî pê nedianîn.
Îsa ji wan re got: «Wextê min hê nehatiye, lê ji bo we wext herdem rast e.
Dinya nikare ji we nefret bike, lê ji min nefret dike, çimkî ez şahidiyê dikim ku kirinên dinyayê xerab in.
Hûn bi xwe herin vê cejnê, lê ez nayêmê. Çimkî hê wextê min bi tevahî nehatiye.»
Ew weha peyivî û li Celîlê ma.
Lê piştî ku birayên wî çûn cejnê, ew jî rabû çû, lê belê ne bi eşkereyî, ji dizî ve.
Di vê navê de Cihû di cejnê de lê digeriyan û digotin: «Ew li ku derê ye?»
Di nav elaletê de li ser wî gelek tişt dihatin gotin. Hinekan digot: «Ew mirovekî qenc e», hinekan jî digot: «Na, ew xelkê dixapîne.»
Lê ji tirsa serekên Cihûyan, kesî nediwêrî bi eşkereyî li ser wî bipeyive.
Îcar di nîvê cejnê de Îsa derket Perestgehê û dest bi hînkirinê kir.
Cihû lê şaş mabûn û digotin: «Ev mirovê ku li ser nivîsaran nehatiye hînkirin, çawa evqas bi wan dizane?»
Îsa bersîva wan da û got: «Hînkirina min ne ji min, lê ji yê ku ez şandime tê.
Eger mirovek bixwaze ku daxwaza Xwedê bike, wê bizane ku hînkirina min ji Xwedê ye, an ez ji ber xwe dibêjim.
Yê ku ji ber xwe dipeyive, li rûmeta xwe digere; lê yê ku li rûmeta yê ku ew şandiye digere, ew rast e û li ba wî xapandin tune.
Ma Mûsa Şerîet neda we? Dîsa jî kes ji we Şerîetê pêk nayne. Çima hûn li kuştina min digerin?»
Elaletê bersîva wî da: «Tu bi cinan ketiyî! Kî li kuştina te digere?»
Îsa li wan vegerand û got: «Min karekî nedîtî kir, hûn hemû lê şaş man.
Mûsa sinet da we – ev jî ne ji Mûsa, lê ji bav û kalan e – û hûn roja Şemiyê mirovekî sinet dikin.
Madem ji bo ku Şerîeta Mûsa xera nebe, hûn roja Şemiyê mirov sinet dikin, ji bo ku min di roja Şemiyê de mirovek yekser sax kiriye, hûn çima li min hêrs dibin?
Li gor dîtinê dadbar nekin, lê li gor rastiyê dadbar bikin.»
Hingê hinek mirovên ku ji Orşelîmê bûn digotin: «Ma ev ne ew e ku li kuştina wî digerin?
Û va ye, li vir ew bi eşkereyî dipeyive û tu kes jî jê re tiştekî nabêje. Gelo serekan bi rastî fêm kiriye ku ew Mesîh e?
Lê em dizanin ku ev mirov ji ku derê tê. Gava ku Mesîh bê, kes wê nezane ku ew ji ku derê tê.»
Hingê, dema ku Îsa di Perestgehê de hîn dikir, bi dengekî bilind got: «Nexwe hûn min nas dikin û hûn dizanin ku ez ji ku derê me! Lê ez ji ber xwe nehatime. Yê ku ez şandime rastî ye, lê hûn wî nas nakin.
Ez wî nas dikim, çimkî ez ji wî me û wî ez şandime.»
Li ser vê yekê ew xebitîn ku Îsa bigirin, lê kesî dest neavêt wî, çimkî hê saeta wî nehatibû.
Lê gelekan ji elaletê bawerî bi wî anî û gotin: «Ma gava ku Mesîh bê, wê ji kirinên vî bêtir nîşanan çêke?»
Fêrisiyan tiştên ku elaletê li ser Îsa dikirin pisepis bihîst. Li ser vê yekê Fêrisî û serekên kahînan ji bo girtina wî parêzger şandin.
Îcar Îsa got: «Hê ji bo demeke kurt ez bi we re me; piştre ezê herim ba yê ku ez şandime.
Hûnê li min bigerin, lê hûn min nabînin; cihê ku ezê lê bim, hûn nikarin bênê.»
Hingê Cihûyan ji hev re got: «Ev mirov wê here ku derê ku em wî nabînin? Nexwe wê here ba gelê me yê ku li nav Yewnaniyan belav bûye û Yewnaniyan hîn bike?
Mana peyvên ‹Hûnê li min bigerin, lê hûn min nabînin û cihê ku ezê lê bim, hûn nikarin bênê› çi ye?»
Di roja dawîn û herî girîng a cejnê de Îsa ji piyan rawesta û bi dengekî bilind got: «Eger yek tî be, bila bê ba min û vexwe.
Yê ku baweriyê bi min bîne, wek ku di Nivîsara Pîroz de hatiye gotin: ‹Wê ji dilê wî çemên ava ku jiyanê didin biherikin.›»
Îsa ev peyv li ser wî Ruhê Pîroz got, ku wan ên bawerî bi wî dianîn wê bistandana. Çimkî Ruh hê nehatibû dayîn, ji ber ku hê Îsa nehatibû birûmetkirin.
Dema ku wan ev gotin bihîstin, hinekan ji elaletê got: «Bi rastî jî ev ew pêxember e.»
Hinekan jî got: «Ev Mesîh e», lê hinekên din jî gotin: «Ma Mesîh wê ji Celîlê bê?
Ma Nivîsara Pîroz nabêje ku Mesîh wê ji dûndana Dawid û ji gundê Dawid, ji Beytlehmê bê?»
Loma di nav elaletê de, li ser wî dubendî çêbû.
Hinekan ji wan xwest wî bigirin, lê tu kesî dest neavêt wî.
Di vê navê de parêzger vegeriyan ba Fêrisî û serekên kahînan. Wan ji parêzgeran pirsî: «We çima ew neanî?»
Parêzgeran bersîva wan da: «Tu kes, tu caran mîna vî mirovî nepeyiviye!»
Fêrisiyan got: «Nexwe, hûn jî hatin xapandin?
Ma ji serekan û ji Fêrisiyan kesekî bawerî bi wî aniye?
Na, lê ev elaleta ku bi Şerîetê nizane, xezeblêbûyî ye.»
Nîkodêmosê ku berê çûbû ba Îsa û ji Fêrisiyan bû, ji wan re got:
«Gelo Şerîeta me, heta ku guhdariya mirovekî neke û nezane ku ew çi dike, ma wî dadbar dike?»
Wan lê vegerand û gotin: «Nexwe tu jî ji Celîlê yî? Lê bikole, tê bibînî ku ji Celîlê tu pêxember dernakevin.»
Û her kes çû mala xwe,
Îsa jî çû Çiyayê Zeytûnê.
Serê sibê zû ew dîsa vegeriya Perestgehê, xelk hemû hat ba wî. Ew rûnişt û wî dest pê kir û ew hîn kirin.
Şerîetzan û Fêrisiyan jineke ku li ser zînayê hatibû girtin anîn û li holê dan rawestandin.
Wan jê re got: «Mamoste, dema ku vê jinê zîna dikir, hat girtin.
Di Şerîetê de, Mûsa li me emir kiriye ku em ên weha bidin ber keviran. Îcar tu çi dibêjî?»
Wan ev ji bo ceribandina Îsa got, da ku wî sûcdar derxin. Lê Îsa xwe xwar kir û bi tiliya xwe li ser erdê nivîsî.
Careke din li ser pirsîna wan, wî serê xwe rakir û ji wan re got: «Di nav we de kî bêguneh be, bila kevirê pêşî ew bavêje wê.»
Û dîsa wî xwe xwar kir û bi tiliya xwe li ser erdê nivîsî.
Lê dema ku wan ev bihîst, ji mezinan bigire heta yê paşî yek bi yek derketin. Îsa bi serê xwe ma û jinik jî li wê derê rawestayî bû.
Îsa serê xwe rakir û ji wê re got: «Sitiyê, ka ew li ku derê ne? Ma kesî tu sûcdar dernexistî?»
Jinikê got: «Tu kesî, ezxadim!» Û Îsa got: «Ez jî te sûcdar dernaxim; here û êdî ji niha û pê ve gunehan neke.»
Îsa dîsa bi wan re peyivî û got: «Ez ronahiya dinyayê me; yê ku li pey min bê, tu caran di tariyê de rêve naçe, lê wê bibe xweyî ronahiya jiyanê.»
Fêrisiyan lê vegerand û gotin: «Tu şahidiya xwe dikî; şahidiya te ne rast e.»
Îsa bersîv da û ji wan re got: «Eger ez bi xwe şahidiya xwe dikim jî, şahidiya min rast e; çimkî ez dizanim ku ez ji ku derê hatim û diçim ku derê. Lê hûn nizanin ku ez ji ku derê têm an diçim ku derê.
Hûn li gor ku çav dibîne dadbar dikin, lê ez tu kesî dadbar nakim.
Lê eger ez dadbar bikim jî, dadbarkirina min rast e; çimkî ez ne bi tenê me, ez û Bavê ku ez şandime em bi hev re ne.
Di Şerîeta we de jî hatiye nivîsîn ku şahidiya du kesan rast e.
Ez şahidiya xwe dikim û Bavê ku ez şandime jî şahidiya min dike.»
Li ser vê yekê wan jê pirsî: «Bavê te li ku derê ye?» Îsa bersîva wan da: «Hûn ne min nas dikin ne jî Bavê min. Eger we ez nas bikirama, weyê Bavê min jî nas bikira.»
Îsa ev peyvên ha, çaxê li Perestgehê hîn dikir, li cihê ku lê pere dicivandin gotin, lê kesî ew negirt, çimkî hê saeta wî nehatibû.
Wî dîsa ji wan re got: «Ez diçim; hûnê li min bigerin û hûnê di nav gunehên xwe de bimirin. Hûn nikarin bên cihê ku ez diçimê.»
Li ser vê yekê Cihûyan weha got: «Ma ewê xwe bikuje ku dibêje: ‹Hûn nikarin bên cihê ku ez diçimê›?»
Îsa ji wan re got: «Hûn ji jêr in, ez ji jor im; hûn ji vê dinyayê ne, lê ez ne ji vê dinyayê me.
Loma min ji we re got ku hûnê di nav gunehên xwe de bimirin. Eger hûn bawer nekin ku Ez Ew im, hûnê di nav gunehên xwe de bimirin.»
Îcar wan jê pirsî: «Tu kî yî?» Îsa ji wan re got: «Ez tam ew im, yê ku min ji destpêkê ve ji we re gotiye.
Gelek tişt hene ku ez li ser we bêjim û we sûcdar derxim; lê yê ku ez şandime rastî ye û bi tenê tiştên ku min ji wî bihîstine, ez ji dinyayê re dibêjim.»
Wî li ser Bav ji wan re got, lê wan fêm nekir.
Îcar Îsa ji wan re got: «Çaxê hûn Kurê Mirov rakin jorê, hingê hûnê bizanin ku Ez Ew im û min qet tu tişt ji ber xwe nekiriye; lê ev tiştên ha wek ku Bav hînî min kirine ez dibêjim.
Û yê ku ez şandime bi min re ye û wî ez bi tenê nehiştime. Çimkî ez hergav wan karên ku li wî xweş tên, dikim.»
Dema ku Îsa weha peyivî, gelek kesan bawerî bi wî anî.
Îsa ji Cihûyên ku bawerî bi wî anîbûn re got: «Eger hûn di peyva min de bimînin, bi rastî jî hûn şagirtên min in.
Hûnê rastiyê bizanin û rastî wê we azad bike.»
Wan bersîva wî da: «Em ji dûndana Birahîm in û tu caran em neketine bin nîrê tu kesî. Çawa tu dibêjî: ‹Hûnê azad bibin›?»
Îsa li wan vegerand û got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, her kesê ku gunehan dike, ew xulamê guneh e.
Xulam her û her di malê de namîne, lê kur her û her dimîne.
Loma, eger Kur we azad bike, bi rastî hûnê azad bibin.
Ez dizanim ku hûn ji dûndana Birahîm in, lê dîsa jî hûn li kuştina min digerin. Çimkî hûn di dilê xwe de cih nadin peyva min.
Ez ji tiştên ku min li ba Bavê xwe dîtine dipeyivim û hûn jî tiştên ku we ji bavê xwe bihîstine dikin.»
Wan bersîva Îsa da û jê re got: «Bavê me Birahîm e.» Îsa ji wan re got: «Eger hûn zarokên Birahîm bûna, weyê kirinên Birahîm bikirana.
Lê niha hûn li kuştina min – li kuştina wî mirovê rastiya ku ji Xwedê bihîstî ji we re gotiye – digerin. Birahîm ev yek nekir.
Hûn karên bavê xwe dikin.» Wan ji wî re got: «Em ji zînayê çênebûne! Bavekî me heye, ew jî Xwedê ye.»
Îsa ji wan re got: «Eger Xwedê Bavê we bûya, weyê ji min hez bikira, çimkî ez ji ba Xwedê hatime û niha ez li vir im. Ez ji ber xwe nehatime, lê wî ez şandime.
Çima hûn tiştên ku ez dibêjim fêm nakin? Ji ber ku hûn peyva min ranagirin.
Hûn ji bavê xwe Îblîs in û hûn dixwazin xwestekên bavê xwe bi cih bînin. Ew ji destpêkê ve mêrkuj bû û tu caran li ser rastiyê nemaye, çimkî rastî li ba wî tune. Çaxê ku ew derewan dike, ji tiştên xwe bi xwe dibêje; çimkî ew derewkar e û bavê derewan e.
Lê ji ber ku ez rastiyê dibêjim, hûn ji min bawer nakin.
Kî ji we dikare nîşan bide ku guneh li ba min heye? Madem ez rastiyê dibêjim, çima hûn ji min bawer nakin?
Yê ku ji Xwedê be, gotinên Xwedê dibihîze; ji ber ku hûn ne ji Xwedê ne, hûn nabihîzin.»
Cihûyan bersîva wî da û gotin: «Ma heqê me tunebû, dema ku me got, tu ji Sameryayê yî û tu bi cinan ketiyî?»
Îsa ji wan re got: «Ez bi cinan neketime, bervajiyê vê, ez siyaneta Bavê xwe digirim, lê hûn min bê siyanet dikin.
Ez li rûmeta xwe nagerim, lê yekî ku lê digere û dîwanê dike heye.
Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, eger yek gotina min bigire, ew tu caran mirinê nabîne.»
Li ser vê yekê Cihûyan jê re got: «Niha em dizanin ku tu bi cinan ketiyî! Birahîm jî mir, pêxember jî mirin. Û niha tu dibêjî: ‹Eger yek gotina min bigire, tu caran mirinê tam nake.›
Nexwe tu ji bavê me Birahîm mezintir î? Ew mir. Pêxember jî mirin. Ma tu xwe kî dibînî?»
Îsa bersîv da: «Eger ez rûmetê bidim xwe, rûmeta min ne tiştek e; yê ku rûmetê dide min Bavê min e ku hûn jê re dibêjin: ‹Ew Xwedayê me ye.›
Hûn wî qet nas nakin, lê ez wî nas dikim. Eger min bigota ku ez wî nas nakim, ez jî wek we dibûm derewker; lê ez wî nas dikim û gotina wî digirim.
Bavê we Birahîm bi hêviya ku wê roja min bibîne gelek şa bû; wî ew dît û dilgeş bû.»
Cihûyan jê re got: «Hê tu ne pêncî salî yî! Ma te Birahîm jî dîtiye?»
Îsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ji beriya bûyîna Birahîm ez heme.»
Îcar wan kevir hildan, da ku bavêjin wî, lê Îsa xwe veşart û ji Perestgehê derket derve.
Gava ku Îsa derbas dibû, wî mirovek dît ku ji zikmakî ve kor bû.
Şagirtên wî jê pirsîn: «Mamoste, kê guneh kir ku ev mirov kor hat dinyayê? Wî bi xwe an dê û bavê wî?»
Îsa bersîva wan da: «Ne wî guneh kir, ne jî dê û bavê wî, lê ji bo ku karên Xwedê li ser wî bên dîtin ew kor hat dinyayê.
Hê ku roj e divê em karên ê ku ez şandime bikin. Şev tê, hingê kes nikare karekî bike.
Heta ku ez li dinyayê me, ez ronahiya dinyayê me.»
Wî weha got û tif kir erdê, ji tifê herrî çêkir û ew li çavê mirov da
û jê re got: «Here xwe di hewza Sîlwamê de bişo» ku bê wergerandin: «Hatiye şandin». Ew jî çû serçavê xwe şuşt û bi çavên vebûyî vegeriya.
Cîranên wî û kesên ku berê dîtibûn ku wî pars dikir, gotin: «Ewê ku rûdinişt û pars dikir, ma ne ev e?»
Hinekan digot: «Ev ew e», hinekan jî digot: «Ne ew e, lê dimîne wî.» Lê wî bi xwe digot: «Ez ew im.»
Îcar wan jê pirsî: «Nexwe çavên te çawa vebûn?»
Wî bersîva wan da: «Mirovê ku jê re dibêjin Îsa herrî çêkir û li çavên min da û ji min re got: ‹Here hewza Sîlwamê û xwe bişo.› Ez jî çûm, min serçavê xwe şuşt û çavên min vebûn.»
Wan jê pirsî: «Ew li ku derê ye?» Wî got: «Ez nizanim.»
Wan ew mirovê ku berê kor bû, anîn ba Fêrisiyan.
Ew roja ku Îsa herrî çêkir û çavên wî vekirin, Şemî bû.
Fêrisiyan jî jê pirsî, ka çavên wî çawa vebûne? Mirov ji wan re got: «Wî herrî li çavên min da, min serçavê xwe şuşt û niha ez dibînim.»
Hinekan ji Fêrisiyan got: «Ev mirov ne ji Xwedê ye, çimkî ew Şemiyê nagire.» Lê hinekan jî got: «Ma mirovekî gunehkar çawa dikare nîşanên weha çêke?» Û di navbera wan de dubendî derket.
Hingê wan dîsa ji wî yê ku berê kor bû pirsî: «Tu li ser wî yê ku çavên te vekirin çi dibêjî?» Wî got: «Ew pêxember e.»
Serekên Cihûyan bawer nekirin ku ew kor bû û çavên wî vebûne, heta gazî dê û bavê wî nekirin
û ji dê û bavê wî nepirsîn: «Ma kurê we yê ku we digot kor hatiye dinyayê, ev e? Çawa dibe ku niha ew dibîne?»
Dê û bavê wî bersîva wan dan: «Em dizanin ku ev kurê me ye û kor hatiye dinyayê.
Lê em nizanin ku niha ew çawa dibîne û em nizanin kê jî çavên wî vekirine. Ji wî bipirsin, êdî ew mezin e, bila ew ji bo xwe bêje.»
Dê û bavê wî ji ber ku ji wan ditirsiyan weha peyivîn. Çimkî ji xwe serekên Cihûyan gotina xwe kiribûn yek: Her kesê ku bigota ew Mesîh e, ewê ji kinîştê bihata avêtin.
Ji ber vê yekê dê û bavê wî gotin: «Êdî ew mezin e, ji wî bipirsin.»
Îcar wan cara diduyan gazî wî mirovê ku berê kor bû kir û jê re gotin: «Li ber Xwedê rastiyê bêje! Em dizanin ku ev mirov gunehkar e.»
Wî bersîva wan da: «Ez nizanim ka ew gunehkar e an ku ne gunehkar e, lê tiştê ku ez dizanim ev e, ez kor bûm û niha ez dibînim.»
Îcar wan jê pirsî: «Wî çi bi te kir? Wî çawa çavên te vekirin?»
Wî li wan vegerand û got: «Min niha ji we re got, lê we guhê xwe nedayê. Çima hûn dixwazin dîsa bibihîzin? Ma hûn jî dixwazin ku bibin şagirtên wî?»
Wan ew nizim kir û gotin: «Tu yî şagirtê wî, lê em şagirtên Mûsa ne.
Em dizanin ku Xwedê bi Mûsa re peyivî ye, lê heçî ev mirov e, em nizanin ku ew ji ku derê tê!»
Mirov bersîva wan da û got: «Ev tiştekî ecêb e! Hûn nizanin ew ji ku derê tê, lê wî çavên min vekirin.
Em dizanin ku Xwedê dengê gunehkaran nabihîze. Lê eger mirovek biperize Xwedê û daxwaza wî bike, Xwedê dengê wî mirovî dibihîze.
Ji berê ve tu caran nehatiye bihîstin ku kesekî çavên mirovekî ku kor hatî dinyayê vekirine.
Eger ev mirov ne ji Xwedê bûya, nikaribû tiştek bikira.»
Wan ji wî re got: «Tu bi tevahî di nav gunehan de hatiyî dinyayê, ma tê hînî me bikî?» Û ew ji kinîştê avêtin derve.
Gava Îsa bihîst ku ew avêtine derve, wî ew dît û jê re got: «Tu baweriyê bi Kurê Mirov tînî?»
Mirov lê vegerand û got: «Ezbenî, ew kî ye? Bêje, da ku ez baweriyê pê bînim»
Îsa jê re got: «Te ew dît û yê ku niha bi te re dipeyive ew e.»
Wî got: «Ya Xudan, ez bawer dikim!» û ji Îsa re çû ser çokan.
Îsa jî got: «Ez ji bo dîwankirinê hatime vê dinyayê, da ku yên ku nabînin bibînin û yên ku dibînin jî kor bibin.»
Hinek ji Fêrisiyên ku li ba wî bûn, dema ku ev bihîstin, jê re gotin: «Nexwe em jî kor in?»
Îsa bersîva wan da: «Eger hûn kor bûna, gunehê weyê tunebûya. Lê niha hûn dibêjin: ‹Em dibînin›, îcar gunehê we dimîne.
«Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ew kesê ku di derî re nakeve hevşiya miyan, lê di cihên din re dikevê, ew diz û rêbir e.
Lê yê ku di derî re dikevê, ew şivanê miyan e.
Dergehvan jê re derî vedike. Mî dengê wî dibihîzin û ew bi navê miyên xwe gazî wan dike û wan derdixe derve.
Dema ku ew hemû miyên xwe derdixe derve, dide pêşiya wan û mî jî li pey wî diçin, çimkî dengê wî nas dikin.
Ew tu caran li pey yekî xerîb naçin, lê ji wî direvin, çimkî dengê xerîban nas nakin.»
Îsa ev mesele ji wan re got, lê wan fêm nekir ku ew çi ji wan re dibêje.
Li ser vê yekê Îsa dîsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ez deriyê miyan im.
Hemû yên ku beriya min hatine diz û rêbir in, lê miyan guhdariya wan nekir.
Derî ez im; yê ku bi destê min bikeve hundir, ewê xilas bibe. Ewê bikeve hundir, jê derkeve û çêrê bibîne.
Diz bi tenê ji bo dizîn, kuştin û telefkirinê tê. Lê ez hatim ji bo ku ji wan re jiyan hebe, jiyaneke bi firehî hebe.
«Ez şivanê qenc im. Şivanê qenc ji bo miyan canê xwe dide.
Yê ku bi peran hatiye girtin û ne şivan e, kesê ku ne xwediyê miyan e, dema ku dibîne gur tê, miyan dihêle û direve. Gur jî li wan dixe û wan belav dike.
Ew direve, çimkî ew bi peran hatiye girtin û xema miyan naxwe.
Ez şivanê qenc im. Ez ên xwe nas dikim û yên min jî min nas dikin,
wek ku Bav min nas dike û ez jî wî nas dikim. Ez ji bo miyan canê xwe didim.
Miyên min ên din ên ku ne di vê hevşiyê de ne jî hene. Divê ez wan jî bînim û ewê dengê min bibihîzin. Bi vî awayî, wê bibin şivanek û keriyek.
Bav ji ber vê yekê ji min hez dike, çimkî ez jiyana xwe didim, da ku ez wê dîsa bistînim.
Tu kes wê ji min nastîne, lê ez jiyana xwe ji ber xwe didim. Ez dikarim jiyana xwe bidim û dikarim dîsa bistînim jî. Min ev emir ji Bavê xwe stand.»
Li ser van gotinan dîsa di nav Cihûyan de dubendî derket.
Gelekan ji wan digot: «Ew bi cinan ketiye û ew dîn e. Çima hûn guhdariya wî dikin?»
Hinekên din jî gotin: «Ev ne gotinên yekî ne ku bi cinan ketiye. Ma cin dikarin çavên koran vekin?»
Hingê li Orşelîmê Cejna Pîrozkirina Perestgehê hatibû û zivistan bû.
Îsa li Perestgehê di Eywana Silêman de digeriya.
Cihû li dora wî civiyan û jê pirsîn: «Ma tê heta kengê me di şikê de bihêlî? Eger tu Mesîh bî, ji me re bi eşkereyî bêje!»
Îsa bersîva wan da: «Min ji we re got. Lê hûn bawer nakin. Karên ku ez bi navê Bavê xwe dikim, ji min re şahidiyê dikin.
Lê hûn bawer nakin, çimkî hûn ne ji miyên min in.
Miyên min dengê min dibihîzin, ez jî wan nas dikim û ew li pey min tên.
Ez jiyana herheyî didim wan û ew tu caran helak nabin û tu kes nikare wan ji destê min derxe.
Bavê min ê ku ew dane min, ji hemûyan mezintir e û tu kes nikare wan ji destê Bavê min derxe.
Ez û Bav yek in.»
Cihûyan dîsa kevir hildan ku wî bidin ber keviran.
Îsa ji wan re got: «Min ji Bav gelek karên qenc nîşanî we dan. Hûn ji ber kîjanî min didin ber keviran?»
Cihûyan bersîva wî da: «Em te ne ji ber karekî qenc didin ber keviran, lê em te ji ber çêran didin ber keviran! Çimkî tu mirov î, lê tu xwe dikî Xwedê.»
Îsa bersîva wan da: «Ma di Şerîeta we de nenivîsiye ku Xwedê gotiye: ‹Hûn îlah in›?
Em dizanin ji wan kesên ku peyva Xwedê ji wan re hatiye, ‹îlah› hatibe gotin jî, Nivîsara Pîroz xera nabe.
Bav ez kirim veqetandiyê pîroz û ez şandim dinyayê, îcar ji ber ku min got: ‹Ez Kurê Xwedê me›, hûn çawa ji min re dibêjin: ‹Tu çêran dikî!›
Eger ez karên Bavê xwe nekim, ji min bawer nekin.
Lê eger ez wan dikim, hûn ji min bawer nakin jî, dîsa bi karên min bawer bikin, da ku hûn bizanin û fêm bikin ku Bav bi min re ye û ez bi Bav re me.»
Hingê dîsa wan xwest ku Îsa bigirin, lê Îsa ji destê wan derket.
Îsa dîsa derbasî aliyê din ê Çemê Urdunê bû û li wê derê ma, cihê ku Yûhenna di destpêkê de lê imad dikir.
Gelek kes dihatin ba wî û digotin: «Yûhenna tu nîşan çênekir, lê hemû tiştên ku Yûhenna li ser vî mirovî gotin rast derketin.»
Û li wê derê gelekan bawerî bi wî anî.
Îcar mirovek bi navê Lazar nexweş bû. Ew ji Beytanyayê, ji gundê Meryemê û xwişka wê Mertayê bû.
Lazarê nexweş birayê Meryemê bû, ya ku rûnê bîhnxweş li Xudan dabû û bi porê xwe lingên wî paqij kiribûn.
Herdu xwişkan ji Îsa re xeber şandin û gotin: «Ya Xudan, yê ku tu jê hez dikî nexweş e.»
Lê dema ku Îsa ev yek bihîst, wî got: «Ev nexweşî ne ji bo mirinê ye, lê belê ew ji bo rûmeta Xwedê ye, da ku Kurê Xwedê pê bi rûmet bibe.»
Îsa ji Mertayê, ji xwişka wê û ji Lazar hez dikir.
Lê dema bihîst ku Lazar nexweş e, ew du rojên din jî li wî cihê ku lê bû ma.
Paşê wî ji şagirtên xwe re got: «Em dîsa herin Cihûstanê.»
Şagirtan jê re got: «Mamoste, hê niha bû Cihû li kevirkirina te digeriyan, ma tu dîsa diçî wê derê?»
Îsa bersîva wan da: «Ma di rojekê de diwanzdeh saet tunin? Eger yek bi roj bigere, naterpile, çimkî ew ronahiya vê dinyayê dibîne.
Lê eger yek di şevê de bigere, ew diterpile, çimkî bi wî re ronahî tune.»
Piştî van peyvan wî ji wan re got: «Dostê me Lazar bi xew ve çûye, lê ez diçim wî hişyar bikim.»
Şagirtan jê re got: «Ya Xudan, eger ew ketibe xewê, ewê qenc bibe.»
Niha Îsa li ser mirina wî digot, lê wan guman kir ku ew li ser razana wî dibêje.
Li ser vê yekê Îsa bi eşkereyî ji wan re got: «Lazar miriye.
Û ji bo we ez dilşa me ku ez ne li wê derê bûm, da ku hûn bawer bikin. De niha rabin, em herin ba wî.»
Hingê Tûmayê ku jê re Cêwî digotin, ji hevalên xwe yên şagirt re got: «Em jî herin, da ku em bi wî re bimirin.»
Dema ku Îsa hat, wî dît ku beriya çar rojan Lazar kirine gorê.
Beytanya nêzîkî Orşelîmê bû û li dora sê kîlometreyan jê dûr bû.
Gelek Cihû hatibûn ba Merta û Meryemê, da ku ji ber mirina birayê wan di ber dilê wan de bên.
Gava Mertayê bihîst ku Îsa tê, ew çû pêşiya wî. Lê Meryem li malê ma.
Mertayê ji Îsa re got: «Ya Xudan, eger tu li vir bûyayî, birayê min nedimir.
Niha jî ez dizanim tu çi ji Xwedê bixwazî, ewê bide te.»
Îsa ji wê re got: «Birayê te wê dîsa rabe.»
Mertayê lê vegerand: «Ez dizanim Roja Dawî, Roja Vejînê ewê dîsa rabe.»
Îsa ji wê re got: «Vejîn û jiyan ez im, yê ku bawerî bi min anîbe, miribe jî ewê bijî.
Û her kesê ku dijî û baweriyê bi min tîne, qet namire. Tu vê yekê bawer dikî?»
Mertayê ji wî re got: «Erê ya Xudan, ez bawer dikim ku tu Mesîh î, Kurê Xwedê yî, ku wê bihata dinyayê.»
Piştî ku wê ev got, çû gazî xwişka xwe Meryemê kir û bi dizî got: «Mamoste li vir e û ew gazî te dike.»
Gava ku Meryemê ev bihîst, zû rabû çû ba Îsa.
Îsa hê negihîştibû gund û hê li wî cihî bû, dera ku Merta hatibû pêşiya wî.
Cihûyên ku li malê bi wê re bûn û di ber dilê we de dihatin, gava dîtin ku Meryem zû rabû derket derve, dan pey wê. Wan guman kir ew diçe ser gorê ku bigirî.
Dema ku Meryem hat cihê ku Îsa lê bû, ew dît, xwe avêt lingên wî û got: «Ya Xudan, eger tu li vê derê bûyayî, birayê min nedimir.»
Gava ku Îsa çav bi giriyê wê û bi giriyê Cihûyên ku pê re hatibûn ket, ji kûr ve naliya û kederê ruhê wî girt.
Wî ji wan pirsî: «We ew li ku derê veşart?» Wan jê re got: «Ya Xudan, were û bibîne.»
Îsa giriya.
Hingê Cihûyan got: «Binêrin, çiqas ji wî hez dikir!»
Lê hinekan ji wan got: «Ma yê ku çavên ê kor vekirin, nikaribû tiştekî bike ku ev mirov jî nemire?»
Li ser vê yekê Îsa dîsa ji kûr ve naliya û gihîşt ser gorê. Gor şkeftek bû û kevirek li ber derê wê bû.
Îsa got: «Kevir rakin.» Xwişka yê mirî Mertayê ji wî re got: «Ya Xudan, êdî bîhn ketiyeyê, ev çar roj e ku ew miriye.»
Îsa ji wê re got: «Ma min ji te re negot, eger tu bawer bikî, tê rûmeta Xwedê bibînî?»
Îcar kevir rakir. Îsa çavên xwe ber bi jor ve hilda û got: «Bavo, ji ber ku te ez bihîstim, ez ji te re şikir dikim.
Ez dizanim ku tu hergav min dibihîzî, lê min ev ji bo elaleta li hawirdorê rawestayî got, da ku bawer bikin ku te ez şandime.»
Piştî ku wî weha got, ew bi dengekî bilind qîriya: «Lazar, were derve!»
Yê mirî, dest û ling bi caw pêçayî û serçavê wî bi destmalekê nixamtî derket derve. Îsa ji wan re got: «Wî vekin û bihêlin bila here.»
Gelek Cihûyên ku hatibûn ba Meryemê û tiştên ku Îsa kiribûn dîtin, bawerî bi wî anîn.
Lê hinek ji wan jî çûn ba Fêrisiyan û tiştên ku Îsa dikirin ji wan re gotin.
Îcar Fêrisî û serekên kahînan civîna giregiran gazî ba hev kirin û gotin: «Emê çi bikin? Ev mirov gelek nîşanan çêdike.
Eger em wî weha bihêlin, hemû kes wê baweriyê bi wî bîne û Romayî jî wê bên, cihê me yê pîroz û miletê me ji holê rakin.»
Yekî ji nav wan, Qeyafayê ku wê salê Serokkahîn bû ji wan re got: «Hûn qet tiştekî fêm nakin.
Ma hûn nafikirin, ji bo ku tevahiya milet helak nebe, di oxira gel de mirovek bimire, ji bo we çêtir e.»
Wî ev ji ber xwe negot, lê ji ber ku ew Serokkahînê wê salê bû, wî pêxemberîtî kir ku Îsa wê ji bo milet bimire.
Ne bi tenê di oxira wî miletî de, lê ewê ji bo civandin û yekîtiya zarokên Xwedê yên belavbûyî jî bimira.
Îcar ji wê rojê ve şêwira kuştina Îsa kirin.
Loma Îsa êdî bi eşkereyî di nav Cihûyan de negeriya. Lê ew ji wê derê derket, çû herêmeke nêzîkî çolê, bajarê ku jê re Efrayîm digotin û bi şagirtên xwe ve li wê derê ma.
Cejna Derbasbûnê ya Cihûyan nêzîk bû. Gelek kesên ji gundên hawirdor, ji bo ku li gor adetan xwe paqij bikin, beriya Cejna Derbasbûnê hilkişiyan Orşelîmê.
Ew li wê derê li Îsa digeriyan û gava li Perestgehê radiwestan, ji hevdû dipirsîn: «Hûn çi dibêjin? Ma ew qet nayê cejnê?»
Fêrisî û serekên kahînan jî emir derxistibûn, eger kesek bizane ew li ku derê ye, divê haya wan pê bixe, da ku wî bigirin.
Îcar şeş roj beriya Cejna Derbasbûnê, Îsa hat Beytanyayê; Lazarê ku Îsa ew ji nav miriyan rakiribû li wir rûdinişt.
Li wê derê wan ziyafetek da wî. Mertayê xizmet dikir. Lazar jî yek ji wan kesan bû, yên ku bi Îsa re li ser sifrê rûdiniştin.
Meryemê ji rûnê narda xurû yê pirr hêja lîtrek Romayî bi lingên Îsa de kir û di pey de bi porê xwe lingên wî ziwa kirin. Tevahiya malê bi bîhna rûnê nardê tije bû.
Lê yekî ji şagirtên wî, Cihûdayê Îsxeryotî – yê ku wê paşê ew bida dest – got:
«Çima ev rûnê bîhnxweş bi sê sed zîvî nehat firotin û li belengazan nehat belavkirin?»
Wî ev ne ji bo ku xema belengazan dixwar, lê ji ber ku ew diz bû got. Xelîtka peran bi wî re bû û tiştê ku diketê jê didizî.
Îsa got: «Dev ji jinikê berde. Bila vî ji bo roja ku ez bêm veşartin hilîne.
Belengaz hergav di nav we de ne, lê ez hergav ne li ba we me.»
Dema ku elaleteke mezin ji Cihûyan bihîst ku Îsa li wê derê ye, ew elalet hat; ew ne bi tenê ji bo Îsa hat, lê ji bo ku Lazarê ku wî ji nav miriyan rakiribû jî bibînin.
Îcar serekên kahînan şêwira kuştina Lazar jî kirin.
Çimkî ji rûyê wî gelek Cihû diçûn bawerî bi Îsa dianîn.
Dotira rojê elaleteke mezin a ku hatibû cejnê, gava bihîst ku Îsa tê Orşelîmê,
wan rahişt guliyên xurmeyan, çûn pêşiya wî û qîriyan: «Hosanna! Yê ku bi navê Xudan tê pîroz be! Padîşahê Îsraêlê pîroz be!»
Îsa dehşikek dît û lê siwar bû, wek ku hatiye nivîsîn:
«Netirse, ey keça Siyon. Va ye, padîşahê te li ser pişta dehşikê siwar e û tê.»
Şagirtên wî di destpêkê de ev fêm nekirin, lê dema ku Îsa hat birûmetkirin, hingê hat bîra wan ku ev tişt ji bo wî hatine nivîsîn û wan ev tişt ji bo wî kirin.
Ew elaleta çaxê ku wî ji gorê gazî Lazar kiribû û ew ji nav miriyan rakiribû pê re bû, şahidiya vê yekê dikir.
Ji ber vê yekê gelek çûn pêşiya wî, çimkî wan bihîstibû ku wî ev nîşan çêkiriye.
Loma Fêrisiyan ji hev re got: «Hûn dibînin tiştek ji destê we nayê; binêrin çawa tevahiya dinyayê daye pey wî.»
Di nav wan kesan de, yên ku ji bo di cejnê de biperizin, hilkişiyabûn Orşelîmê, hinek Yewnanî jî hebûn.
Ev hatin ba Filîposê ji bajarê Beytsayda Celîlê û ji wî re gotin: «Ezbenî, em dixwazin Îsa bibînin.»
Filîpos çû û ev ji Endrawis re got; Endrawis û Filîpos jî çûn ji Îsa re gotin.
Îsa bersîva wan da: «Saeta ku Kurê Mirov bê birûmetkirin hat.
Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ku liba genim nekeve erdê û nemire, bi tenê dimîne, lê eger ew bimire, gelek ber dide.
Yê ku ji jiyana xwe hez dike, ewê wê winda bike; lê yê ku li vê dinyayê ji jiyana xwe nefret dike, wê ji bo jiyana herheyî hiltîne.
Yê ku bixwaze ji bo min xizmetê bike, bila li pey min bê. Ez li ku derê bim, yê ku ji min re xizmetê dike jî wê li wê derê be. Kî ku ji min re xizmetê bike, Bav wê wî bide rûmetkirin.
«Niha dilê min ketiye tengiyê. Ez çi bêjim? Ma ez bêjim: ‹Bavo, min ji vê saetê xilas bike›? Na, ji bo vê yekê ez hatime vê saetê.
Bavo, navê xwe bi rûmet bike.» Li ser vê yekê dengek ji ezmên hat: «Min ew bi rûmet kir û ezê dîsa wî bi rûmet bikim.»
Ew elaleta ku li wê derê rawesta bû û ev bihîst, got: «Ezman qîriya.» Hinekan jî digot: «Milyaketek bi wî re peyivî.»
Îsa bersîv da û got: «Ev deng ne ji bo min, lê ji bo we hat.
Niha dema dîwana vê dinyayê ye; niha serokê vê dinyayê wê bê avêtin derve.
Çaxê ku ez ji erdê ber bi jor ve bêm hildan, ezê hemûyan ber bi xwe ve bikişînim.»
Wî bi vê gotinê îşaret kir, ka ewê bi mirineke çawa bimire.
Elaletê bersîva wî da: «Me ji Şerîetê bihîstiye ku Mesîh wê her û her bimîne. Çawa dibe ku tu dibêjî: ‹Divê Kurê Mirov ber bi jor ve bê hildan›? Kî ye ev ‹Kurê Mirov›?»
Îsa ji wan re got: «Ronahî hê ji bo demeke kurt bi we re ye. Hê ku ronahî bi we re ye, rêve herin, da ku tarî bi ser we de negire. Yê ku di tariyê de rêve diçe, nizane diçe ku derê.
Hê ku ronahî bi we re ye, baweriyê bi ronahiyê bînin, da ku hûn bibin zarokên ronahiyê.» Piştî ku Îsa weha peyivî, çû û xwe ji ber wan veşart.
Bi ser ku wî li ber wan evqas nîşan çêkiribûn, hê jî wan bawerî bi wî nedianî.
Ev çêbû, da ku gotina Îşaya pêxember bê cih: «Ya Xudan, kê bi xebera ku me da bawer kir? Û zendê Xudan ji kê re hat diyarkirin?»
Ji ber vê yekê wan nikaribû bawer bikin. Çimkî Îşaya ev jî gotiye:
«Wî çavên wan kor kiriye Û dilê wan hişk kiriye. Da ku bi çavên xwe nebînin, Û bi dilê xwe fêm nekin û venegerin Û ez jî wan qenc nekim.»
Îşaya weha gotiye, çimkî wî rûmeta Îsa dîtiye û li ser wî peyiviye.
Lê belê dîsa jî ji serekan gelekan bawerî bi wî anî. Lê ji tirsa Fêrisiyan, ji bo ku ji kinîştê neyên avêtin, ev eşkere nekirin.
Çimkî wan ji pesnê Xwedê bêtir ji pesnê mirovan hez kir.
Îsa bi dengekî bilind got: «Yê ku baweriyê bi min tîne, ne bi min, lê bi wî yê ku ez şandime baweriyê tîne.
Û yê ku min dibîne, wî yê ku ez şandime dibîne.
Ez bi ronahîtî hatim dinyayê, da her kesê ku baweriyê bi min bîne, di tariyê de nemîne.
Eger yek gotina min bibihîze û pêk neyne, ez dîwana wî nakim. Çimkî ez nehatime ku dîwana dinyayê bikim, lê ez hatime ku dinyayê xilas bikim.
Yê ku min red dike û bi gotinên min nake, yekî ku dîwana wî bike, heye. Ew gotina ku min gotiye, ew gotin wê di Roja Dawî de dîwana wî bike.
Çimkî ez ji ber xwe nepeyivîm, lê tiştê ku ez dibêjim û tiştê ku ez dipeyivim, Bavê ku ez şandime emir daye min.
Ez dizanim ku emrê wî jiyana herheyî ye. Loma tiştên ku ez dipeyivim, Bavê min çawa ji min re gotine ez wisa dibêjim.»
Îcar beriya Cejna Derbasbûnê, Îsa dizanibû saeta wî ya ku vê dinyayê berde û here ba Bav hatiye. Wî ji hemûyên xwe yên li dinyayê hez kiribû û heta dawiyê ji wan hez kir.
Di dema xwarina şîva êvarê de, ji xwe hingê Îblîs xistibû dilê Cihûdayê kurê Şimûnê Îsxeryotî, ku Îsa bide dest.
Îsa dizanibû ku Bav hemû tişt daye destên wî û ew ji ba Xwedê hatiye û ewê dîsa vegere ba Xwedê.
Îcar ji ser xwarinê rabû, xiftanê xwe danî aliyekî û pêşgîrek hilda, li pişta xwe pêça.
Di pey de av kir leganekê û dest bi şuştina lingên şagirtên xwe kir û ew bi pêşgîra li pişta xwe pêçayî ziwa kirin.
Îcar ew hat ba Şimûn-Petrûs, Şimûn-Petrûs jê re got: «Ya Xudan, ma tê lingên min bişoyî?»
Îsa lê vegerand û got: «Niha tu fêm nakî ez çi dikim, lê paşê tê fêm bikî.»
Petrûs jê re got: «Tu caran tu lingên min naşoyî!» Îsa bersîva wî da: «Eger ez te neşom, para te bi min re tune.»
Şimûn-Petrûs lê vegerand û got: «Ya Xudan, nexwe ne bi tenê lingên min, lê dest û serê min jî bişo!»
Îsa jê re got: «Yê ku hatiye şuştin, ji bilî lingên wî, ne hewce ye ku dereke wî ya din bê şuştin. Ew bi tevahî paqij e. Hûn jî paqij in, lê ne hûn hemû.»
Çimkî Îsa dizanibû kî wê wî bide dest, ji ber vê yekê wî got: «Ne hûn hemû paqij in.»
Piştî ku wî lingên wan şuştin, xiftanê xwe li xwe kir û dîsa li ser sifrê rûnişt. Wî ji wan pirsî: «Ma hûn dizanin ku min ji bo we çi kir?
Hûn ji min re dibêjin ‹Mamoste› û ‹Xudan› û hûn rast dibêjin, çimkî ez ew im.
Eger bi ser ku ez Xudan û Mamoste me jî, min lingên we şuştin, divê hûn jî lingên hevdû bişon.
Min mînakek da we, da ku çawa min ji we re kir, hûn jî wisa bikin.
Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, xulam ne di ser axayê xwe re ye, ne jî yê ku hatiye şandin, di ser ê ku ew şandiye re ye.
Madem ku hûn van tiştan dizanin, xwezî bi we, eger hûn wan bikin.
«Ez ji bo we hemûyan nabêjim; ez dizanim min kî hilbijartine. Lê divê ew nivîsar bê cih: ‹Yê ku nanê min xwar Pehniya xwe li hember min rakir.›
«Ez van niha, beriya ku bibin ji we re dibêjim. Wisa ku dema ew bibin, hûn bawer bikin ku ez ew im.
Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku wî kesê ez dişînim, qebûl bike, min qebûl dike û yê ku min qebûl bike, wî yê ku ez şandime qebûl dike.»
Piştî ku Îsa ev tişt gotin, di ruh de gelek reht bû; wî şahidî kir û got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yek ji we wê min bide dest.»
Şagirtan li hevdû nêrî û heyirîn, ka ew li ser kê dibêje.
Yekî ji şagirtên wî, yê ku Îsa jê hez dikir, pala xwe dabû singê Îsa.
Şimûn-Petrûs ji wî re îşaret kir û got: «Bipirse, ka li ser kê dibêje.»
Wî jî pala xwe dabû singê Îsa, pirsî: «Ya Xudan, kî ye ew?»
Îsa bersîv da û got: «Ez pariyê nên li xwarinê bixim û bidim kê ew e.» Di pey de wî pariyek nan hilda, li xwarinê xist û da Cihûdayê kurê Şimûnê Îsxeryotî.
Piştî ku Cihûda pariyê nên stand, Îblîs ket dilê wî. Îsa ji wî re got: «Tiştê ku tê bikî, niha zû bike.»
Lê tu kesî ji yên ku li ser sifrê rûdiniştin, fêm nekir ku wî çima weha got.
Ji ber ku xelîtka peran bi Cihûda re bû, hinan ji wan guman dikir ku Îsa dibêje: «Tiştên ku ji bo cejnê ji me re lazim in bikirre», an: «Tiştekî bide belengazan.»
Gava ku Cihûda pariyê nên stand, di cih de derket derve. Û şev bû.
Piştî ku ew derket derve, Îsa got: «Niha Kurê Mirov hat birûmetkirin û Xwedê jî bi wî hat birûmetkirin.
Eger Xwedê bi wî hat birûmetkirin, Xwedê jî wê wî bi xwe bi rûmet bike. Hem jî wê wî di cih de bi rûmet bike.
Zarono! Ez hê demeke kurt bi we re me. Hûnê li min bigerin, lê wek ku min ji Cihûyan re got, niha ez ji we re jî dibêjim, hûn nikarin bên cihê ku ez diçimê.
«Ez emrekî nû didim we: Ji hevdû hez bikin. Wek ku min ji we hez kir, hûn jî ji hevdû hez bikin.
Bi vê yekê hemû wê bizanin ku hûn şagirtên min in, eger hûn ji hevdû hez bikin.»
Şimûn-Petrûs jê pirsî: «Ya Xudan, tu bi ku derê ve diçî?» Îsa bersîva wî da: «Cihê ku ez diçimê, niha tu nikarî li pey min bêyî, lê paşê tê li pey min bêyî.»
Petrûs jê re got: «Ya Xudan, çima ez niha nikarim li pey te bêm? Ezê ji bo te canê xwe bidim.»
Îsa bersîva wî da: «Ma tê ji bo min canê xwe bidî? Bi rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim, hê dîk bang nedayî, tê sê caran min înkar bikî.
«Bila dilê we reht nebe. Baweriya xwe bi Xwedê bînin û baweriya xwe bi min jî bînin.
Di mala Bavê min de gelek ode hene. Eger wisa tunebûya, ma minê ji we re bigota ku ez diçim ji we re cih amade bikim?
Dema ku ez çûm û min ji we re cih amade kir, ezê dîsa bêm û we bibim ba xwe, da ku cihê ez lê bim, hûn jî li wê derê bin.
Hûn riya wî cihê ku ez diçimê dizanin.»
Tûma jê re got: «Ya Xudan, em nizanin tu diçî ku derê, emê çawa rê bizanin?»
Îsa ji wî re got: «Rê, rastî û jiyan ez im. Heta ku ne bi destê min be, tu kes nayê ba Bav.
Eger we ez nas bikirama, weyê Bavê min jî nas bikira. Îcar ji niha ve hûn wî nas dikin û we ew dîtiye.»
Filîpos jê re got: «Ya Xudan, ka Bav nîşanî me bide, ev têra me dike!»
Îsa jê re got: «Ey Filîpos, evqas dem ez bi we re me, ma hê jî te ez nas nekirime? Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye; tu çawa dibêjî: ‹Bav nîşanî me bide›?
Ma tu bawer nakî ku ez bi Bav re me û Bav jî bi min re ye? Gotinên ku ez ji we re dibêjim, ez ji ber xwe nabêjim. Lê Bavê ku bi min re dimîne, karên xwe dike.
Ji min bawer bikin ku ez bi Bav re me û Bav jî bi min re ye. Lê qet nebe, ji ber van karan bawer bikin.
Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku baweriyê bi min bîne, karên ku ez dikim, ew bi xwe jî wê bike. Ewê yên hê mezintir jî bike, çimkî ez diçim ba Bav.
Bi navê min hûn çi bixwazin, ezê bikim, da ku Bav bi Kur bi rûmet bibe.
Eger hûn bi navê min tiştekî ji min bixwazin, ezê wî bikim.
«Eger hûn ji min hez dikin, hûnê emrên min bînin cih.
Û ezê ji Bav bixwazim û ewê Alîkarekî din bide we, da ku her û her bi we re bimîne.
Ew Ruhê Rastiyê ye; dinya nikare wî qebûl bike, çimkî ne wî dibîne û ne jî wî nas dike. Lê hûn wî nas dikin, çimkî ew bi we re dimîne û ewê di dilê we de be.
«Ez we sêwî nahêlim; ezê dîsa bêm ba we.
Piştî demeke kurt, êdî dinya min nabîne, lê hûnê min bibînin. Madem ez dijîm, hûn jî, hûnê bijîn.
Wê rojê hûnê bizanin ku ez bi Bavê xwe re me, hûn bi min re ne û ez jî bi we re me.
«Yê ku emrên min qebûl dike û wan tîne cih, ew e yê ku ji min hez dike. Yê ku ji min hez dike, ewê ji aliyê Bavê min ve bê hezkirin. Ez jî, ezê ji wî hez bikim û xwe ji wî re eşkere bikim.»
Cihûda – ne yê Îsxeryotî – ji wî re got: «Ya Xudan, ev çawa dibe ku tê xwe ji me re eşkere bikî, lê xwe ji dinyayê re eşkere nakî?»
Îsa bersîva wî da û got: «Eger yek ji min hez bike, wê gotina min bigire. Bavê min jî wê ji wî hez bike û emê bên ba wî û li ba wî cih bigirin.
Yê ku ji min hez nake, gotinên min jî nagire. Gotina ku hûn dibihîzin ne ya min e, lê ya wî Bavî ye, ku ez şandime.
Hê ez li ba we, min ev tişt ji we re gotin.
Lê Alîkar – Ruhê Pîroz – yê ku Bav wê bi navê min bişîne, ewê hemû tiştî hînî we bike û wê her tiştên ku min ji we re gotine, bîne bîra we.
«Ez aştiyê ji we re dihêlim; ez aştiya xwe didim we. Ez wek ku dinya dide we nadim. Bila dilê we reht nebe û netirsin!
We bihîst ku min ji we re got: ‹Ez diçim, lê ezê dîsa bêm ba we!› Eger we ji min hez bikira, hûnê şa bibûna ji bo ku ez diçim ba Bav. Çimkî Bav di ser min re ye.
Min ev niha berî ku çêbin gotin, da ku, dema ew çêbin, hûn bawer bikin.
Êdî ez bi we re pirr napeyivim, çimkî serokê vê dinyayê tê. Tu tiştê wî bi min re tune,
lê bila dinya bizane ku ez ji Bav hez dikim û Bav çawa emir daye min ez wisa dikim. «Rabin, em ji vir herin.
«Ez mêwa rastîn im, Bavê min jî rezvan e.
Ew her şivika min a ku fêkî nade dibire; her şivika ku fêkî dide jî, ji bo ku bêtir fêkî bide dikezixîne û paqij dike.
Bi gotina ku min ji we re got, ji xwe hûn paqij in.
Bi min re bimînin, ez jî bi we re. Çawa ku şivik bi mêwê ve nemîne ji ber xwe nikare fêkî bide, hûn jî wisa bi min re nemînin hûn nikarin fêkî bidin.
«Ez mêw im, hûn jî şivik in. Yê ku bi min re dimîne û ez bi wî re dimînim, ew gelek fêkî dide. Çimkî bêyî min hûn nikarin tu tiştî bikin.
Eger yek bi min re nemîne, wê wek şivika mêwê bê avêtin derve û hişk bibe. Hingê ew tên civandin, tên avêtin nav êgir û dişewitin.
Eger hûn bi min re bimînin û gotinên min li ba we bimînin, hûn her çi dixwazin bixwazin, wê ji we re bê dayîn.
Bi zêde fêkî dayina xwe û bi şagirtbûna min, hûnê bavê min bi rûmet bikin.
«Wek ku Bav ji min hez dike, ez jî wisa ji we hez dikim. Di hezkirina min de bimînin.
Eger hûn emrên min bînin cih, hûnê di hezkirina min de bimînin; çawa ku min emrên Bav anîn cih û ez di hezkirina wî de dimînim.
Min ev tişt ji we re gotin, da ku şabûna min bi we re be û şabûna we temam bibe.
Emrê min ev e: Ji hevdû hez bikin, wek ku min ji we hez kir.
Tu hezkirin ne di ser wê hezkirinê re ye ku mirovek di ber dostên xwe de canê xwe dide.
Eger hûn tiştên ku min li we emir kirin bînin cih, hûn dostên min in.
Êdî ez ji we re nabêjim ‹xulam›; çimkî xulam nizane ku axayê wî çi dike. Ez ji we re dibêjim ‹dostên min›; çimkî her tiştên ku min ji Bavê xwe bihîstin, min bi we dan zanîn.
Ne we ez hilbijartim, lê min hûn hilbijartin û kifş kirin, da ku hûn herin fêkî bidin û fêkiyê we bimîne. Hingê hûn bi navê min çi ji Bav bixwazin ewê bide we.
Emrê min ji bo we ev e: Ji hevdû hez bikin.
«Eger dinya ji we nefret bike, bizanin ku beriya we, ji min nefret kiriye.
Eger hûn ji dinyayê bûna, dinyayê wê ji yên xwe hez bikira. Lê ji bo ku min hûn ji dinyayê hilbijartine, hûn ne ji dinyayê ne. Ji ber vê yekê dinya ji we nefret dike.
Peyva ku min ji we re got bînin bîra xwe: ‹Xulam ne di ser axayê xwe re ye.› Eger wan tengahî dabe min, wê tengahiyê bidin we jî. Eger wan gotina min girtibe, wê gotina we jî bigirin.
Lê van hemû tiştan wê ji ber navê min bi we bikin, çimkî ew, wî yê ku ez şandime nas nakin.
«Eger ez nehatama û min ji wan re negota, gunehên wan wê tunebûya. Lê niha ji bo guneh hêceta wan tune.
Yê ku ji min nefret dike, ji Bavê min jî nefret dike.
Karên ku tu kesî nekirine, eger min di nav wan de nekiribana, wê gunehên wan tunebûya. Lê niha wan dît û dîsa hem ji min hem jî ji Bavê min nefret kirin.
Lê belê ev yek çêbû, da ev gotina ku di Şerîeta wan de hatiye nivîsîn, bê cih: «Wan bê sedem ji min nefret kir.»
«Çaxê Alîkarê ku ezê ji ba Bav ji we re bişînim, ew Ruhê Rastiyê yê ku ji ba Bav derdikeve bê, ewê ji bo min şahidiyê bike.
Hûn jî, hûnê şahidiyê bikin, çimkî ji destpêkê ve hûn bi min re bûne.
«Min ev tişt ji we re gotin, da ku hûn neterpilin.
Ewê we ji kinîştan bavêjin derve. Erê wextekî wisa tê, her kesê ku we bikuje wê guman bike ku xizmetê ji Xwedê re dike.
Wê van bikin, çimkî wan ne Bav nas kir û ne jî ez.
Lê belê min ev tişt ji we re gotin, da ku çaxê wextê wan bê, hûn bînin bîra xwe ku min ev ji we re gotine. «Min ev di destpêkê de ji we re negotin, çimkî ez bi we re bûm.
Lê niha ez diçim ba yê ku ez şandime. Û ji nav we tu kes ji min napirse: ‹Tu bi ku derê ve diçî?›
Îcar ji ber ku min ev tişt ji we re gotin, dilê we bi xemgînî tije bûye.
Lê belê ez rastiyê ji we re dibêjim: Çûyîna min ji bo we çêtir e. Eger ez neçim, Alîkar ji we re nayê. Lê eger ez herim, ezê wî ji we re bişînim.
Dema ku ew bê, ewê derbarê guneh, rastî û dîwanê de bala dinyayê bikişîne ser sûcên wê.
Li ser guneh, çimkî ew baweriyê bi min naynin.
Li ser rastiyê, çimkî ez diçim ba Bav û êdî hûn min nabînin.
Li ser dîwanê, çimkî serokê vê dinyayê sûcdar hatiye derxistin.
«Hê gelek tiştên ku ez ji we re bêjim hene, lê niha hûn nikarin wan ragirin.
Lê dema ku ew Ruhê Rastiyê bê, ewê we ber bi hemû rastiyê ve bibe. Çimkî ew ji ber xwe napeyive, lê tiştên ku bibihîze wê bêje û tiştên ku wê bibin, wê bi we bide zanîn.
Ewê min bi rûmet bike, çimkî ewê ji yê min bistîne û bi we bide zanîn.
Her çiyê Bav hebe, yê min e. Ji ber vê yekê min got ku ewê ji yê min bistîne û bi we bide zanîn.
«Piştî demeke kurt, êdî hûn min nabînin. Dîsa piştî demeke kurt hûnê min bibînin.»
Ji şagirtên wî hinekan ji hevdû re gotin: «Ev çi ye ku ew ji me re dibêje? ‹Piştî demeke kurt hûn min nabînin û dîsa piştî demeke kurt hûnê min bibînin.› Û dibêje: ‹Çimkî ezê herim ba Bav›?»
Îcar wan digot: «Ev ‹dema kurt› a ku dibêje çi ye? Em fêm nakin ku ew çi dibêje.»
Îsa dizanibû ku ew dixwazin jê bipirsin; li ser vê yekê wî ji wan re got: «Hûn li ser gotina min a ‹Piştî demeke kurt hûn min nabînin û dîsa piştî demeke kurt hûnê min bibînin› ji hev dipirsin?
Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, hûnê bigirîn û li xwe bixin, lê dinya wê şa bibe. Hûnê xemgîniyê bikişînin, lê xemgîniya we wê bibe şahî.
Dema ku jin zarokê tîne dinyayê, êşê dikişîne. Lê piştî ku zarok anî, bi wê şabûna ku mirovek hatiye dinyayê, êdî ew êşa xwe nayne bîra xwe.
Niha hûn jî xemgîn in, lê ezê we dîsa bibînim û dilê we wê bi şahiyê tije bibe. Û tu kes vê şahiya we ji we nastîne.
Dema ku ew roj bê, hûn tu tiştî ji min napirsin. Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, hûn bi navê min her çi ji Bav bixwazin, ewê bide we.
Heta niha we bi navê min tu tişt nexwest. Bixwazin, hûnê bistînin, wisa ku şahiya we temam bibe.
«Min ev tişt ji we re bi meselan gotin. Wext tê ku êdî ez bi meselan ji we re nabêjim. Êdî ezê bi eşkereyî ji we re li ser Bav bêjim.
Wê rojê hûnê bi navê min bixwazin; ez ji we re dibêjim, ne lazim e ku ez ji bo we ji Bav bixwazim;
Bav bi xwe ji we hez dike, çimkî hûn ji min hez dikin û bawer dikin ku ez ji ba Xwedê hatime.
Ez ji ba Bav derketim û hatim dinyayê. Dîsa ez dinyayê dihêlim û diçim ba Bav.»
Şagirtên wî gotin: «Va ye, niha tu bi eşkereyî dipeyivî û qet bi meselan nabêjî.
Niha em fêm dikin ku tu her tiştî dizanî û hewcedariya te tune ku kesek ji te bipirse. Ji bo vê yekê em bawer dikin ku tu ji ba Xwedê hatiyî.»
Îsa ji wan re got: «Niha hûn bawer dikin?
Wext tê, erê hatiye jî, wextê ku her yek ji we wê belav bibe, wê here cihê xwe û min bi tenê bihêle. Lê ez ne bi tenê me, çimkî Bav bi min re ye.
Min ev tişt ji we re gotin, da ku hûn bi min re di aştiyê de bin. Hûnê li dinyayê tengahiyê bibînin, lê bi zirav bin! Ez li hember dinyayê bi ser ketim.»
Piştî ku Îsa ev tişt gotin, çavên xwe ber bi ezmên ve hildan û got: «Ya Bavo, saet hat! Kurê xwe bi rûmet bike, da ku Kur jî te bi rûmet bike.
Çimkî te desthilatî li ser hemû mirovan da wî, da ku jiyana herheyî bide hemû kesên ku te dane wî.
Jiyana herheyî jî ev e: Ku ew te, tu Xwedayê bi tenê rast û Îsa Mesîhê ku te şandiye nas bikim.
Min tu li ser rûyê erdê bi rûmet kirî. Karê ku te spartibû min, min ew pêk anî.
Ya Bavo, beriya ku dinya çêbe ew rûmeta ku li ba te ya min bû, bi wê niha min li ba xwe bi rûmet bike.
«Min navê te ji wan mirovan re eşkere kir ên ku te ji dinyayê dan min. Yên te bûn, te ew dan min û wan peyva te girt.
Ew niha dizanin, her tiştên ku te dane min, ji te ne.
Peyvên ku te dan min, min dan wan û wan jî ew qebûl kirin. Ew bi rastî dizanin ku ez ji te hatime û bawerî anîn ku te ez şandime.
«Ez ji bo wan dua dikim. Ne ji bo dinyayê; ez ji bo yên ku te dane min dua dikim. Çimkî ew ên te ne.
Hemû yên ku yên min in, yên te ne; yên te jî yên min in. Û ez bi wan bi rûmet bûme.
Êdî ez ne li dinyayê me, lê ew li dinyayê ne; niha ez têm ba te. Ya Bavê Pîroz! Bi navê xwe yê ku te da min, wan biparêze, da ku ew jî wek me bibin yek.
Dema ku ez bi wan re bûm, bi navê te yê ku te dabû min, ez li wan bûm xweyî. Min ew parastin û tu kes ji wan winda nebû, ji bilî kurê helakê, da ku Nivîsara Pîroz bê cih.
Lê niha ez têm ba te û hê ku ez li dinyayê me, ez van gotinan dibêjim, ji bo ku şabûna min di dilê wan de temam bibe.
Min peyva te gihand wan û dinyayê ji wan nefret kir. Çimkî, çawa ku ez ne ji dinyayê me, ew jî ne ji dinyayê ne.
Ez dua dikim, ne ji bo ku tu wan ji dinyayê rakî, lê ji bo ku tu wan ji Yê Xerab biparêzî.
Çawa ku ez ne ji dinyayê me, ew jî ne ji dinyayê ne.
Wan bi rastiyê pîroz bike û veqetîne; peyva te rastî ye.
Wek ku te ez şandim dinyayê, min jî ew şandin dinyayê.
Ez ji bo wan xwe dikim veqetandiyê pîroz, da ku ew jî bi rastiyê pîroz bibin û veqetin.
«Ez ne bi tenê ji bo wan, lê ji bo yên ku bi gotina wan baweriyê bi min tînin jî dua dikim,
da ku hemû bibin yek. Ya Bavo, çawa tu bi min re yî û ez bi te re me, bila ew jî bi me re bin, da ku dinya bawer bike ku te ez şandime.
Rûmeta ku te da min, min da wan, da ku ew bibin yek, wek ku em yek in:
Ez bi wan re, tu jî bi min re, da ku ew bigihîjin yekîtiyeke temam û dinya bizane ku te ez şandime û çawa ku tu ji min hez dikî, tu ji wan jî hez dikî.
«Ya Bavo, ez dixwazim yên ku te dane min, li cihê ku ez lê me bi min re bin, da ku rûmeta ku te daye min bibînin. Çimkî te beriya damezrandina dinyayê ji min hez kir.
Ya Bavê dadperwer! Dinya te nas nake, lê ez te nas dikim. Ev jî dizanin ku te ez şandime.
Min navê te bi wan da zanîn û ezê hê bidim zanîn, da ku hezkirina te ya ji min, bi wan re jî be û ez bi wan re bim.»
Piştî ku Îsa ev tişt gotin, bi şagirtên xwe ve derbasî aliyê din ê newala Qidronê bû. Li wê derê baxçeyek hebû. Îsa û şagirtên xwe ketinê.
Cihûdayê ku ew da dest jî ev cih dizanibû, çimkî Îsa û şagirtên xwe gelek caran li wir li hev diciviyan.
Îcar Cihûda komeke leşker û hin parêzgerên ku Fêrisî û serekên kahînan şandibûn, bi fanos, xetîre û çekan ve bi xwe re anîn û hat wê derê.
Îsa hemû tiştên ku wê bihatana serê wî dizanibû. Îcar derket pêş û ji wan re got: «Hûn li kê digerin?»
Wan lê vegerand û gotin: «Li Îsayê Nisretî!» Îsa ji wan re got: «Ez ew im.» Cihûdayê ku Îsa da dest jî bi wan re bû.
Gava ku Îsa ji wan re got: «Ez ew im!» ew ber bi paş ve çûn û ketin erdê.
Wî dîsa ji wan pirsî: «Hûn li kê digerin?» Wan got: «Li Îsayê Nisretî.»
Îsa bersîva wan da: «Min ji we re got ku ez ew im; madem hûn li min digerin, bihêlin bila evên ha herin.»
Wî ev got, da ew peyva ku wî gotibû bê cih: «Ji yên ku te dane min, min yek ji wan winda nekir.»
Hingê Şimûn-Petrûs şûrê ku pê re bû kişand û daweşand xulamê Serokkahîn û guhê wî yê rastê jêkir. Navê xulam Malxos bû.
Îsa ji Petrûs re got: «Şûrê xwe bixe kalan! Ma ez wê kasa tehl a ku Bav daye min venaxwim?»
Piştî vê yekê koma leşkeran û serdarê wan û parêzgerên Cihûyan Îsa girtin û girêdan.
Pêşî ew birin ba Henanê ku xezûrê Qeyafa bû. Qeyafa Serokkahînê wê salê bû.
Ew Qeyafa bû yê ku şîreta «Di oxira gel de mirina yekî ji bo me çêtir e» li serekên Cihûyan kiribû.
Şimûn-Petrûs û şagirtekî din li pey Îsa diçûn. Ji ber ku ev şagirt nasê Serokkahîn bû, ew bi Îsa re ket hewşa Serokkahîn.
Lê Petrûs li derve, li ber derî rawestabû. Îcar şagirtê ku nasê Serokkahîn bû derket derve û bi dergehvanê re peyivî û Petrûs anî hundir.
Ew keçika dergehvan ji Petrûs pirsî: «Ma tu jî ne yek ji şagirtên vî mirovî yî?» Petrûs got: «Na, ne ez im.»
Di vê navê de xizmetkar û parêzger li ber agirê ku ji komirê vêxistibûn, rawestabûn û xwe germ dikirin, çimkî dinya sar bû. Petrûs jî li ba wan rawestabû û xwe germ dikir.
Hingê Serokkahîn, Îsa li ser şagirtên wî û hînkirina wî kişand pirsyariyê.
Îsa bersîv da û got: «Ez bi eşkereyî bi xelkê re peyivîm. Min herdem li kinîştan û li Perestgeha ku hemû Cihû lê diciviyan hîn dikir. Min tu tişt bi dizî negot.
Tu çima min dikişînî pirsyariyê? Ji yên ku ez bihîstime bipirse, ka min ji wan re çi gotiye; ew dizanin ku min çi gotiye.»
Dema ku Îsa weha peyivî, yek ji parêzgerên ku li wê derê disekinîn sîleyek lê xist û got: «Çawa tu bersîva Serokkahîn weha didî?»
Îsa lê vegerand û got: «Eger min ne rast gotibe, nerastiya min bêje. Lê eger ez rast dibêjim, tu çima li min dixî?»
Hingê Henan ew girêdayî şand ba Qeyafayê Serokkahîn.
Di vê navê de Şimûn-Petrûs hê rawestabû, xwe germ dikir. Ji wî pirsîn: «Ma tu jî ne yek ji şagirtên wî yî?» Wî ev înkar kir û got: «Na, ne ez im.»
Yek ji xizmetkarên Serokkahîn, mirovê wî yê ku Petrûs guhê wî birrîbû, jê pirsî: «Ma min tu di nav baxçe de bi wî re nedîtî?»
Petrûs dîsa ev înkar kir û di wê gavê de dîk bang da.
Îcar Îsa ji ba Qeyafa birin qesra walî. Serê sibê zû bû û Cihû neketin qesrê, da ku adetên paqijiyê yên dînî xera nekin û bikarin xwarina Cejna Derbasbûnê bixwin.
Loma Pîlatos derket derve, hat ba wan û pirsî: «Hûn vî mirovî bi çi sûcdar dikin?»
Wan bersîva wî da û got: «Eger ev ne mirovekî xerabkar bûya, me ew teslîmî te nedikir.»
Pîlatos ji wan re got: «Hûn bi xwe wî bibin û li gor Şerîeta xwe dîwana wî bikin.» Cihûyan lê vegerand û gotin: «Destûra me tune ku em tu kesî bikujin.»
Ev çêbû, da ku gotina Îsa ku pê îşaret kiribû, ka ewê bi mirineke çawa bimire, bê cih.
Hingê Pîlatos dîsa ket qesra walî, gazî Îsa kir û jê pirsî: «Ma tu Padîşahê Cihûyan î?»
Îsa lê vegerand û got: «Tu vê ji ber xwe dibêjî an hinekên din ev yek li ser min ji te re gotine?»
Pîlatos got: «Ma ez Cihû me? Miletê te bi xwe û serekên kahînan tu dayî destê min. Te çi kiriye?»
Îsa bersîv da û got: «Padîşahiya min ne ji vê dinyayê ye; eger padîşahiya min ji vê dinyayê bûya, ji bo ku ez nekevim destê Cihûyan, xizmetkarên min wê li ber xwe bidana. Lê padîşahiya min ne ji vê dinyayê ye.»
Pîlatos jî jê re got: «Nexwe tu padîşah î?» Îsa bersîv da û got: «Tu ji bo min dibêjî ku ez padîşah im. Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê, da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim. Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»
Pîlatos jê pirsî: «Ma rastî çi ye?» Piştî vê pirsê, Pîlatos dîsa çû derve ba Cihûyan û ji wan re got: «Ez tu sedemê sûcdarkirina wî nabînim.
Lê adeta we ye ku ez di Cejna Derbasbûnê de yekî girtî ji bo we berdim. Ma hûn dixwazin ku ez ji bo we padîşahê Cihûyan berdim?»
Li ser vê yekê wan bi qîrîn got: «Ne vî mirovî, lê Barabas berde!» Barabas jî serhildêrek bû.
Hingê Pîlatos Îsa girt û da ber qamçiyan.
Leşkeran jî ji stiriyan tacek honandin û dan serê wî û xiftanekî binefşî lê kirin.
Îcar dihatin pêş wî û digotin: «Bijî padîşahê Cihûyan!» Û sîle li wî dixistin.
Pîlatos dîsa derket derve û ji wan re got: «Va ye, niha ez wî tînim derve ba we, da ku hûn bizanin ku min tu sedemê sûcdarkirina wî nedîtiye.»
Li ser vê yekê Îsa bi taca serê xwe ya ji stiriyan çêkirî û bi xiftanê binefşî yê li xwe kirî ve derket derve. Pîlatos ji wan re got: «Va ye, ew mirov!»
Dema ku serekên kahînan û parêzgeran ew dît, qîriyan û gotin: «Wî li xaçê bixe, wî li xaçê bixe!» Pîlatos ji wan re got: «Hûn bi xwe wî bibin li xaçê bixin. Ez bi xwe tu sedemê sûckirina wî nabînim.»
Cihûyan bersîva wî da û gotin: «Şerîeta me heye û li gor Şerîetê divê ew bimire. Çimkî wî xwe kiriye Kurê Xwedê.»
Dema ku Pîlatos ev gotin bihîst, ew hê bêtir tirsiya.
Ew dîsa çû hundirê qesra walî û ji Îsa re got: «Tu ji ku derê yî?» Lê Îsa bersîva wî neda.
Pîlatos jî jê re got: «Ma tu bi min re napeyivî? Ma tu nizanî ku desthilatiya min heye ku ez te berdim û desthilatiya min heye ku ez te li xaçê jî bixim?»
Îsa lê vegerand û got: «Eger ji jor ji te re nehata dayîn, tu desthilatiya te wê li ser min tunebûya. Ji ber vê yekê gunehê wî yê ku ez dame destê te mezintir e.»
Hingê Pîlatos dixebitî ku Îsa berde, lê Cihû qîriyan û gotin: «Eger tu vî mirovî berdî, tu ne dostê Qeyser î! Her kesê ku xwe bike padîşah, li hember Qeyser serî hildaye!»
Dema ku Pîlatos ev gotinên ha bihîstin, Îsa anî derve. Ew bi xwe jî li ser kursiyê dîwanê rûnişt, ku li cihê «Reqfa Kevir» bû – bi Îbranî jê re «Gabata» digotin.
Roja Amadekirinê ya Cejna Derbasbûnê bû. Saet li dora diwanzdehan bû, nîvro bû. Pîlatos ji Cihûyan re got: «Va ye, padîşahê we!»
Lê ew qîriyan: «Bila ji me dûr be, bila ji me dûr be! Wî li xaçê bixe!» Pîlatos ji wan re got: «Ma ez padîşahê we li xaçê bixim?» Serekên kahînan bersîva wî dan: «Ji Qeyser pê ve, padîşahê me tune.»
Hingê wî Îsa teslîmî wan kir, da ku li xaçê bixin. Li ser vê yekê wan Îsa bir.
Îsa bi xwe xaça xwe hilgirt û derket wî cihê ku jê re «Cihê Qoqê Serî» – bi Îbranî «Golgota» – digotin.
Li wê derê wan ew bi du kesên din re li xaçê xistin. Her yek li kêlekekê, Îsa di navbera wan de bû.
Pîlatos depikek nivîsî û bi xaçê ve danî. Tiştê nivîsî ev bû: «ÎSAYÊ NISRETÎ, PADÎŞAHÊ CIHÛYAN.»
Gelek Cihûyan ev nivîsdek xwend, çimkî cihê ku Îsa li xaçê xistibûn nêzîkî bajêr bû û ew bi Îbranî, Latînî û Yewnanî hatibû nivîsîn.
Lê serekên kahînên Cihûyan ji Pîlatos re gotin: «Nenivîse ‹Padîşahê Cihûyan›! Binivîse ku ‹Vî mirovî got: Ez Padîşahê Cihûyan im.›»
Pîlatos bersîv da: «Min çi nivîsîbe, min nivîsiye.»
Piştî ku leşkeran Îsa li xaçê xistin, wan cilên wî hildan, kirin çar par, da ku ji her yekî re parek bikeve. Kirasê wî jî hildan. Kiras ji serî heta binî honandî û bêdirûtin bû.
Îcar ji hevdû re gotin: «Werin em vî nedirînin, em pişkê bavêjin, ka wê ji kê re bikeve.» Ev çêbû, da ku ew nivîsar bê cih: «Cilên min di nav xwe de leva kirin, Û ji bo xiftanê min pişk avêtin.» Hingê leşkeran tam evên ha kirin.
Li ber xaça Îsa diya wî, xaltiya wî, Meryema jina Klopas û Meryema Mejdelanî rawestabûn.
Dema Îsa dît ku diya wî û şagirtê wî yê ku wî jê hez dikir li wê derê disekinin, wî ji diya xwe re got: «Sitiyê! Va ye kurê te!»
Di pey de wî ji şagirtê xwe re got: «Va ye diya te!» Ji hingê û pê ve vî şagirtî ew bir mala xwe.
Piştî vê yekê êdî Îsa dizanibû ku her tişt pêk hat. Ji bo ku Nivîsara Pîroz bê cih, wî got: «Ez tî me.»
Firaxek ji sihikê tijekirî li wê derê bû. Avgirek li nav sihikê xistî bi serê darikê gûrizê ve danîn û dirêjî devê wî kirin.
Gava ku Îsa sihik vexwar, wî got: «Temam bû», serê xwe xwar kir û ruhê xwe da.
Ji ber ku roja Amadekirinê bû û diviya roja Şemiyê cesed li ser xaçê nemînin – çimkî ew Şemî rojeke gelek girîng bû – serekên Cihûyan ji Pîlatos daxwaza şikandina teşkên ên xaçkirî kirin, da ku ew bên rakirin.
Îcar leşker hatin; pêşî teşkên yekî û di pey de teşkên ê din ên ku bi wî re hatibûn xaçkirin, şikandin.
Lê gava ku ew hatin ba Îsa û dîtin ku ew ji xwe miriye, wan teşkên wî neşikandin.
Lê dîsa jî ji leşkeran yekî newqa wî bi rimê qul kir û di cih de av û xwîn herikî.
– Yê ku ev dît şahidî kir, da ku hûn jî bawer bikin. Şahidiya wî rast e û ew dizane ku ew rastiyê dibêje. –
Ev çêbû, da ku ew nivîsar bê cih: «Tu hestiyê wî nayê şikandin.»
Û dîsa nivîsareke din weha dibêje: «Ewê li wî yê ku bedena wî qul kirine binêrin.»
Piştî vê yekê, Ûsivê ji Arîmetyayê yê ku şagirtê Îsa bû û ji tirsa serekên Cihûyan xwe eşkere nekiribû, daxwaza rakirina cesedê Îsa ji Pîlatos kir û Pîlatos destûr dayê. Îcar Ûsiv hat û cesedê Îsa rakir.
Nîkodêmos jî hat, yê ku cara pêşî bi şev hatibû ba Îsa; wî nêzîkî sed lîtrên Romayî ji mur û dara ûdê tevlihevkirî anî.
Wan cesedê Îsa hilanî, li gor adetên Cihûyan ên veşartina miriyan, giyayên bîhnxweş lê dan û bi cawên keten ew pêçan.
Li cihê ku Îsa lê hatibû xaçkirin baxçeyek hebû û di nav baxçe de jî goreke nû hebû ku hê tu kes lê nehatibû veşartin.
Ji ber ku roja Amadekirinê ya Cihûyan bû û gor jî nêzîk bû, Îsa li wê derê dirêj kirin.
Roja pêşî ya heftiyê, serê sibê zû, hê ku tarî bû Meryema Mejdelanî hat ser gorê. Wê dît ku kevir ji ber derê gorê hatiye rakirin,
bi bez çû ba Şimûn-Petrûs û şagirtê din ê ku Îsa jê hez dikir û ji wan re got: «Xudan ji gorê derxistine û em nizanin ku ew danîne ku derê.»
Li ser vê yekê Petrûs û şagirtê din derketin derve û bi aliyê gorê ve hatin.
Herdu jî bi hev re dibezîn, lê şagirtê din ji Petrûs zûtir bezî û ew pêşî gihîşt ser gorê.
Dema wî xwe xwar kir û nêrî, dît ku cawên keten raxistî ne. Lê ew neket hundir.
Hingê Şimûn-Petrûs jî li pey wî hat; ket hundirê gorê, cawên keten ên raxistî
û destmala ku li serê Îsa hatibû pêçandin, dîtin. Destmal ne li ba cawên keten bû, lê pêçayî û ji wan veqetayî bû.
Hingê şagirtê din ê ku pêşî gihîştibû ser gorê ket hundir. Wî dît û bawer kir.
– Wan hê ji Nivîsara Pîroz fêm nedikir ku diviya Îsa ji nav miriyan rabe. –
Piştî vê yekê şagirt vegeriyan cihên xwe.
Lê Meryem li derve, li ber gorê sekinîbû û digiriya. Wê bi girîn xwe xwar kir û li hundirê gorê nêrî,
dît ku du milyaketên cilspî, li cihê ku cesedê Îsa lê hatibû dirêjkirin rûniştine, yek li cihê serê wî û yê din li cihê lingên wî.
Milyaketan ji wê re got: «Ya sitiyê! Tu çima digirî?» Meryemê ji wan re got: «Xudanê min rakirine û ez nizanim ew danîne ku derê.»
Gava wê weha got, li pişt xwe zivirî û dît ku Îsa li wê derê rawestaye. Lê wê nizanibû ku ew Îsa ye.
Îsa ji wê re got: «Ya sitiyê, tu çima digirî? Tu li kê digerî?» Meryemê jî guman kir ku ew baxçevan e; wê ji wî re got: «Ezxadim, eger te ew rakiribe, ji min re bêje, te ew daniye ku derê, da ku ez wî ji wê derê rakim.»
Îsa ji wê re got: «Meryem!» Meryem li wî zivirî û bi Îbranî got: «Rabbonî!» ku bi mana «Mamoste!» ye.
Îsa ji wê re got: «Destê xwe li min nede, çimkî hê ez derneketime ba Bav. Lê here ba birayên min û ji wan re bêje: ‹Ez derdikevim ba Bavê xwe û Bavê we, ba Xwedayê xwe û ba Xwedayê we.›»
Meryema Mejdelanî çû ba şagirtan û ji wan re got: «Min Xudan dît» û tiştên ku wî ji wê re gotibû ji wan re got.
Wê êvara roja pêşî ya heftiyê, gava şagirt ji tirsa Cihûyan di pişt deriyên girtî de civiyabûn, Îsa hat, di nav wan de sekinî û ji wan re got: «Silamet li ser we be.»
Ev tişt got, destên xwe û newqa xwe nîşanî wan da. Gava ku şagirtan Xudan dît, pirr şa bûn.
Îsa dîsa ji wan re got: «Silamet li ser we be. Wek ku Bav ez şandim, ez jî we dişînim.»
Piştî ku weha peyivî pif kir wan û ji wan re got: «Ruhê Pîroz bistînin.
Hûn li gunehên kê bibihûrin, ew lêbihûrtî ne. Hûn li gunehên kê nebihûrin, li wan nayê bihûrtin.»
Tûmayê ku yek ji diwanzdehan bû û jê re Cêwî digotin, gava ku Îsa hat, ne bi wan re bû.
Şagirtên din ji wî re gotin: «Me Xudan dît.» Lê Tûma ji wan re got: «Heta ku ez di destên wî de cihê bizmaran nebînim, tiliya xwe li cihê bizmaran nedim û destê xwe daneynim ser newqa wî, ez qet bawer nakim.»
Piştî heşt rojan, şagirtên Îsa dîsa li malekê bûn û Tûma jî bi wan re bû. Derî girtî bûn, lê Îsa hat, di nav wan de sekinî û got: «Silamet li ser we be.»
Di pey de ji Tûma re got: «Tiliya xwe bîne vir û li destên min binêre. Destê xwe jî dirêj bike û deyne ser newqa min. Êdî bêbaweriyê neke, lê belê bi bawerî be!»
Tûma lê vegerand û got: «Xudanê min û Xwedayê min!»
Îsa ji wî re got: «Ji ber ku te ez dîtim tu bawer dikî? Xwezî bi wan ên ku nebînin, lê dîsa bawer dikin!»
Erê, Îsa li ber şagirtên xwe hê gelek nîşanên din jî çêkirin ku ew di vê kitêbê de nehatine nivîsîn.
Lê ev hatine nivîsîn, da ku hûn bawer bikin ku Îsa Mesîh e, Kurê Xwedê ye û bi vê baweriyê jiyana we bi navê wî hebe.
Piştî van bûyeran, Îsa dîsa xwe li perê Gola Teberiyayê nîşanî şagirtên xwe da. Ev bi vî awayî çêbû:
Şimûn-Petrûs, Tûmayê ku jê re Cêwî digotin, Natanyêlê ji Qenaya Celîlê, kurên Zebedî û du şagirtên Îsa yên din bi hev re bûn.
Şimûn-Petrûs ji wan re got: «Ez diçim ku masiyan bigirim.» Wan jî ji wî re got: «Em jî bi te re tên.» Derketin derve, li qeyikekê siwar bûn, lê wê şevê tu tişt negirtin.
Êdî çaxê bû sibe Îsa li qeraxê golê sekinî, lê şagirtan nizanibûn ku ew Îsa ye.
Îsa ji wan re got: «Zarono, ma pêxwarina we heye?» Wan lê vegerand û gotin: «Na.»
Îcar Îsa ji wan re got: «Torê bavêjin aliyê rastê yê qeyikê, hûnê bigirin.» Wan jî tor avêt; êdî ji pirrbûna masiyan hêza wan têrê nekir ku torê bikişînin.
Hingê şagirtê ku Îsa jê hez dikir ji Petrûs re got: «Ev Xudan e!» Gava ku Şimûn-Petrûs bihîst ku ew Xudan e, wî kirasê xwe li xwe kir – çimkî wî ew ji xwe kiribû – û xwe avêt golê.
Şagirtên din jî tora tije masî kişandin û bi qeyikê hatin nêzîk. Çimkî ji bejê ne dûr bûn, lê nêzîkî sed metreyan dûr bûn.
Gava ku ew derketin bejê, dîtin ku li wir agirê ji komirê heye; masî li ser e û nan li ber e.
Îsa ji wan re got: «Hinek ji wan masiyên ku we niha girtine bînin.»
Şimûn-Petrûs ket qeyikê û tora ku bi sed û pêncî û sê masiyên mezin tije bû kişand bejê. Bi ser ku ewqas gelek bûn jî dîsa tor neçiriya.
Îsa ji wan re got: «Werin taştê bixwin.» Ji şagirtan tu kesî newêribû ku jê bipirse: «Tu kî yî?» Çimkî wan dizanibû ku ew Xudan e.
Îsa nêzîk bû, nan hilda, dan wan û bi vî awayî masî jî da wan.
Piştî rabûna ji nav miriyan, ev cara sisiyan bû ku Îsa xwe nîşanî şagirtan dida.
Îcar piştî ku wan taştê xwar, Îsa ji Şimûn-Petrûs pirsî: «Ey Şimûnê kurê Yûhenna, ma tu ji van bêtir ji min hez dikî?» Petrûs jê re got: «Erê ya Xudan, tu dizanî ku ez ji te hez dikim.» Îsa ji wî re got: «Berxên min biçêrîne.»
Îsa cara diduyan ji wî re got: «Ey Şimûnê kurê Yûhenna, ma tu ji min hez dikî?» Wî ji Îsa re got: «Erê ya Xudan; tu dizanî ku ez ji te hez dikim.» Îsa jê re got: «Şivantiya miyên min bike.»
Îsa cara sisiyan ji Petrûs pirsî: «Ey Şimûnê kurê Yûhenna, ma tu ji min hez dikî?» Li ser pirsîna Îsa ya cara sisiyan «Ma tu ji min hez dikî?» kederê Petrûs girt û got: «Ya Xudan, tu her tiştî dizanî; tu dizanî ku ez ji te hez dikim.» Îsa ji wî re got: «Miyên min biçêrîne.
Bi rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim, gava ku tu xort bûyî, te xwe girêdida û dera ku te dixwest tu diçûyiyê. Lê gava ku tu pîr bibî, tê destên xwe dirêj bikî û yekî din wê pişta te girêbide û te bibe cihê ku tu naxwazî heriyê.»
Wî ev got, ji bo nîşan bide ku ewê bi çi cûreyê mirinê Xwedê bi rûmet bike. Piştî vê yekê wî ji Petrûs re got: «Li pey min were.»
Gava ku Petrûs bi şûn de vegeriya, dît ew şagirtê ku Îsa jê hez dike li pey wan tê. Ev, ew şagirt bû ku di şîva êvarê de pala xwe dabû singê Îsa û gotibû: «Ya Xudan, yê ku wê te bide dest kî ye?»
Dema ku Petrûs ew dît, ji Îsa pirsî: «Ya Xudan, îcar evê bibe çi?»
Îsa ji wî re got: «Eger ez bixwazim ew bimîne heta ku ez bêm, te çi ji vê ye? Tu li pey min were!»
Loma gotina ku ew şagirt namire, di nav birayan de belav bû. Lê belê Îsa ji bo wî negotibû ku ew namire, lê gotibû: «Eger ez bixwazim ew bimîne heta ku ez bêm, te çi ji vê ye?»
Yê ku ji van tiştan re şahidiyê dike û ev nivîsîne, ev şagirt e. Em dizanin ku şahidiya wî rast e.
Hê gelek tiştên din ên ku Îsa kirine hene. Eger ew yek bi yek bihatana nivîsîn, ez dibêjim qey kitêbên ku bihatana nivîsîn wê di dinyayê de bi cih nebûna.
Têyofîlosê hêja, min li ser hemû tiştên ku Îsa ji destpêkê ve
û heta roja ku ber bi ezmanan ve hat hilkişandin, kir û hîn kir, di kitêba pêşî de nivîsî. Berî hilkişandina xwe, wî bi Ruhê Pîroz emir dan Şandiyên ku bijartine.
Piştî ku cefa kişand, wî bi gelek delîlan xwe sax nîşanî Şandiyan da, di nav çil rojan de li wan xuya bû û li ser Padîşahiya Xwedê peyivî.
Gava ku Îsa bi wan re bû, wî tembîh li şagirtan kir ku ji Orşelîmê dernekevin, lê li hêviya soza Bav bin. Wî got: «We ev soz ji min bihîstiye.
Yûhenna bi avê imad kir, lê piştî çend rojan hûnê bi Ruhê Pîroz imad bibin.»
Îcar gava ku ew hatin ba hev, wan ji Îsa pirsî: «Ya Xudan, ma tê di vê demê de padîşahiyê bi şûn de bidî Îsraêl?»
Îsa li wan vegerand û got: «Ev ne karê we ye ku hûn wan wext û demên ku Bav bi hukumdariya xwe biryar dide, bizanin.
Lê gava ku Ruhê Pîroz bê ser we, hûnê hêzê bistînin û li Orşelîmê, li tevahiya Cihûstanê, li Sameryayê û heta bi kujê dinyayê yê herî dûr bibin şahidên min.»
Çaxê wî ev tişt gotin, hê wan lê dinêrî, ew bi ezmên ve hat hilkişandin û ewrekî ew ji ber çavê wan stand.
Gava Îsa diçû û wan zîq li ezmên dinêrî, ji nişkê ve du mirovên cilspî li ba wan rawestan.
Wan got: «Celîlîno, çima hûn li vir radiwestin û li ezmên dinêrin? Ev Îsayê ku ji nav we ber bi ezmên ve hat hilkişandin, çawa we dît ku ew hilkişiya ezmên, wisa jî wê vegere.»
Hingê ew ji dera ku jê re digotin Çiyayê Zeytûnê vegeriyan Orşelîmê. Ev çiya bi qasî kîlometreyekê ji Orşelîmê dûr bû.
Gava ku ew ketin bajêr, çûn oda jorîn a ku lê rûdiniştin. Petrûs, Yûhenna, Aqûb, Endrawis, Filîpos, Tûma, Bertolomeyos, Metta, Aqûbê kurê Halfayos, Şimûnê Welatparêz û Cihûdayê kurê Aqûb li wir bûn.
Van hemûyan hergav bi hev re, tevî hinek jinan, bi Meryema diya Îsa û birayên wî re, xwe dan duakirinê.
Di wan rojan de Petrûs di nav xwişk û birayan de, ku hejmara wan li dora sed û bîst mirovan bû, rabû û got:
«Birano, diviya ew nivîsara ku ji pêşî ve bi Ruhê Pîroz bi devê Dawid li ser Cihûda hatibû gotin, bihata cih.
Çimkî Cihûda bi ser ku yek ji me hat hesabkirin û di vê xizmetê de pareke wî jî hebû, bû rêberê wan ên ku Îsa girtin.
Îcar vî mirovî bi heqê xerabiya xwe erdek kirrî; piştre bi serserkî ket, zik lê qelişî û ûr û roviyên wî derketin derve.
Ev yek ji hemûyên ku li Orşelîmê rûdinin re kifş bû, wisa ku bi zimanê wan ji vê zeviyê re ‹Hakeldama› tê gotin, ku tê mana «zeviya xwînê».
Çimkî li dereke Kitêba Zebûran ev hatiye nivîsîn: ‹Bila mala wî wêran be Û bila kes tê de rûnene.› û li dereke din jî: ‹Bila karê wî yê çavdêriyê yekî din bistîne.›
Îcar divê yek ji wan zilamên ku di hemû dema ku Xudan Îsa di nav me de bihûrandiye de, bi me re bû, bê bijartin.
Divê ew ji roja ku Yûhenna imad kiriye heta roja ku ew ji nav me ber bi ezmên ve hatiye hilkişandin bi me re be, da ku bi me re ji vejîna wî re şahidiyê bike.»
Hingê wan du kes, Ûsivê ku jê re Barsabas digotin û bi navê Yûstos dihat naskirin û Matiyos anîn pêş.
Wan dua kir û got: «Ya Xudan, tu bi dilê her kesî dizanî. Nîşanî me bide ka te ji van herduyan kîjan bijart,
da ku di vê xizmet û şandîtiyê de wî cihî bistîne, ku Cihûda berdaye, da ku here cihê xwe yê heqkirî.»
Ji bo wan pişk avêtin; pişk li Matiyos ket û ew bi yanzdeh Şandiyan re hat hesabkirin.
Gava ku Roja Pentîkostê hat, ew hemû bi hev re li derekê civiyabûn.
Û ji nişkê ve ji ezmên dengek wek rabûna bayekî xurt hat û ew mala ku ew lê rûdiniştin tije kir.
Zimanên wek pêlên agir di nav wan de xuya bûn û li ser her yekî ji wan danîn.
Hemû bi Ruhê Pîroz tije bûn û bi gotina ku Ruhê Pîroz dabû wan, dest pê kirin bi zimanên din peyivîn.
Hingê li Orşelîmê, Cihûyên xwedêtirs ji hemû miletên ser rûyê erdê hebûn.
Li ser vî dengî elaleteke mezin civiya û tevlihev bû, çimkî her kesî dibihîst ku bi zimanê wî dipeyivin.
Matbûyî û şaşmayî pirsîn: «Ma ev hemû yên ku dipeyivin ne ji Celîlê ne?
Ma çawa çêdibe ku her yek ji me zimanê xwe yê dê dibihîze?
Di nav me de Partî, Mêdî û Elamî hene. Ji Mezopotamyayê, Cihûstan, Kepedokya, Pontos û Asyayê,
ji Firîgya û Pamfîlyayê, ji Misrê û ji herêma Kûrenê ya Lîbyayê, mêvanên ku ji Romayê hatine,
Cihû û Xwedêperestên ji miletên din, Girîtî û Ereb hene. Em dibihîzin ku ev bi zimanên me li ser karên Xwedê yên mezin dibêjin.»
Hemû şaş û heyirî man û ji hev pirsîn: «Ma ev çi ye?»
Lê hinekên din jî tinazên xwe dikirin û digotin: «Ev bi şeraba nû serxweş bûne.»
Lê Petrûs bi yanzdehan ve rabû, dengê xwe bilind kir û ji wan re got: «Gelî Cihûyan û hûn hemû yên ku li Orşelîmê ne! Guh bidin peyvên min, vê yekê qenc bizanin.
Wek ku hûn difikirin, ev ne serxweş in. Çimkî niha saet nehê sibê ye.
Lê ev ew e ku bi devê Yoêl pêxember hatiye gotin:
‹Di rojên dawîn de, Xwedê dibêje: Ezê ji Ruhê xwe bi ser hemû mirovan de birijînim. Kur û keçên we wê pêxemberîtiyê bikin Û xortên we wê dîtiniyan, kal û pîrên we wê xewnan bibînin.
Di wan rojan de, ezê ji Ruhê xwe Birijînim ser xulam û cêriyên xwe Û ewê pêxemberîtiyê bikin.
Û ezê li jor, li ezmên, tiştên ecêb nîşan bidim Û li jêr jî, li ser rûyê erdê, nîşanan xuya bikim: Xwîn û agir, mij û dûman.
Berî hatina Roja Xudan ya mezin û navdar, Roj wê tarî bibe û heyv wê rengê xwînê bistîne.
Hingê, her kî ku gazî navê Xudan bike, wê xilas bibe.›
«Gelî Îsraêliyan, guhdariya van gotinan bikin: Îsayê Nisretî, ji aliyê Xwedê ve ji we re bi kerametan, bi karên mezin û nîşanan hat erê kirin. Hûn bi xwe bi karên ku Xwedê bi destê wî, di nav we de kirine dizanin.
Li gor armanc û pêşzanîna Xwedê ew ji aliyê we ve hat girtin û we ew bi destê yên ku Şerîetê nas nakin li xaçê xist û kuşt.
Lê Xwedê ew vejand û êşên mirinê rakirin, çimkî îmkan nebû ku ew ji aliyê mirinê ve girtî bima.
Dawid jî li ser wî weha dibêje: ‹Min Xudan hergav li pêşiya xwe dît, Ew li milê min ê rastê ye, da ku ez veneleqim.
Ji ber vê yekê dilê min geş û zimanê min gelekî şa bû. Bedena min jî wê bi hêviyê bijî.
Çimkî tu canê min li diyarê miriyan nahêlî Û tu nahêlî ku Pîrozê te rizîbûnê bibîne.
Te riyên jiyanê bi min dan zanîn; Tê bi dîdara xwe min di nav şahiyê de bihêlî.›
«Birano, divê bi eşkereyî ji we re li ser bavê me Dawid bê gotin ku ew hem mir û hem jî hat veşartin û gora wî jî heta îro li ba me ye.
Lê ji ber ku ew pêxember bû, wî dizanibû ku Xwedê ‹jê re sond xwariye ku wê yekî ji dûndana wî li ser textê wî bide rûniştin.›
Dawid ev ji pêşî ve dît û li ser vejîna Mesîh got: ‹Ew ne li diyarê miriyan hat hiştin Û ne jî bedena wî rizîbûn dît.›
Xwedê ev Îsa ji nav miriyan rakir û em hemû şahidên vê yekê ne.
Îcar ew hatiye hilkişandin milê Xwedê yê rastê û ji Bav soza Ruhê Pîroz stand û çawa ku hûn dibînin û dibihîzin ew rijandiye.
Erê, Dawid hilnekişiya ezmanan, lê ew bi xwe dibêje: ‹Xudan ji Xudanê min re got: Li milê min ê rastê rûne,
Heta ku ez dijminên te bikim pêgeha lingên te.›
Îcar bila hemû mala Îsraêl qenc bizane ku Xwedê ew Îsayê ku we xaç kir, hem kiriye Xudan û hem Mesîh.»
Îcar gava ku wan ev bihîst, wek ku tîrek li dilê wan ketibe, ji Petrûs û Şandiyên din re gotin: «Birano! Ma em çi bikin?»
Petrûs ji wan re got: «Tobe bikin û ji bo ku li gunehên we bê bihûrtin bila her yek ji we bi navê Îsa Mesîh imad bibe û hûnê diyariya Ruhê Pîroz bistînin.
Çimkî ev soz ji bo we, ji bo zarokên we û ji bo hemûyên ku dûr in; ji bo her kesî ye ku Xudan Xwedayê me gazî wî dike.»
Wî hê bi gelek peyvên din şahidî kir, ew şidandin û got: «Xwe ji vî nifşê jirêderketî xilas bikin.»
Îcar yên ku peyvên wî qebûl kirin imad bûn û wê rojê li dora sê hezar mirovî beşdarî wan bûn.
Wan herdem xwe da hîndariya Şandiyan, hevpariya ruhanî, şikandina nên û duakirinê.
Tirs ket dilê her kesî. Û gelek karên mezin û nîşan bi destê Şandiyan dihatin kirin.
Hemû bawermend bi hev re bûn û her tiştê wan hevpar bû.
Mal û milkên xwe difirotin û bi perên wan li gor hewcedariya her kesî leva dikirin.
Her roj bi hev re di Perestgehê de diciviyan, li malên xwe nan dişikandin, bi şahî û bi dilekî xwerû xwarin dixwarin.
Pesnê Xwedê didan û di nav hemû xelkê de qedrê wan dihat girtin. Û Xudan jî roj bi roj hejmara yên xilasbûyî zêdetir dikir.
Rojekê piştî nîvro saet di sisiyan de, çaxê duakirinê, Petrûs û Yûhenna hildikişiyan Perestgehê.
Zilamekî ku ji zikmakî şeht bû dianîn û ew her roj li ber dergehê Perestgehê yê ku jê re Bedew digotin, datanîn, da ku ji wan ên ku dikevin Perestgehê parsê bike.
Gava ku wî dît Petrûs û Yûhenna dikin bikevin Perestgehê, wî ji wan xwest ku xêrekî bi wî bikin.
Petrûs jî bi Yûhenna re bi baldarî li wî nêrî û got: «Li me binêre.»
Bi hêviya ku ewê tiştekî bidinê, çavê wî li wan bû.
Lê Petrûs got: «Ne zêrê min û ne jî zîvê min heye; lê tiştê ku bi min re heye, ezê bidim te. Bi navê Îsa Mesîhê Nisretî rêve here.»
Û bi destê wî yê rastê girt û rakir ser lingan; di cih de piyên wî û gûzikên wî sipîsax bûn.
Xwe hilavêt, li ser lingan rawesta û dest pê kir rêve çû. Ew bi wan re ket Perestgehê, rêve diçû, xwe hildavêt û pesnê Xwedê dida.
Hemû xelkê dît ku ew rêve diçe û pesnê Xwedê dide.
Û gava wan ew nas kir û dîtin ku ev ew e, ku li ber dergehê Perestgehê yê bi navê Bedew rûdinişt ku parsê bike, ew bi tiştê ku bi wî hatibû, heyirî û mat man.
Hê ku wî xwe bi Petrûs û Yûhenna digirt, hemû xelk bi hev re ecêbmayî bezîn ba wan, wê eywana ku jê re Eywana Silêman digotin.
Gava Petrûs ev yek dît, ji xelkê re got: «Gelî Îsraêliyan, hûn çima li vê yekê şaş dimînin, an hûn çima bi baldarî li me dinêrin? Hûn dibêjin qey me bi hêz an bi dîndariya xwe kiriye ku ew rêve here?
‹Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb, Xwedayê bav û kalên me›, Xizmetkarê xwe Îsa bi rûmet kir. We ew da dest û li ber Pîlatos înkar kir, bi ser ku wî biryar dabû ku Îsa berde.
Lê we Yê Pîroz û Rast înkar kir û we xwest ku mêrkujek ji we re bê berdan.
We Serokê Jiyanê kuşt, lê Xwedê ew ji nav miriyan rakir. Em şahidên vê yekê ne.
Navê Îsa ev mirovê ku hûn dibînin û nas dikin, sipîsax kir. Wî bawerî bi navê Îsa anî û bi saya Îsa, wê baweriyê li ber çavê we hemûyan saxîtiya temam da wî.
«Û niha birano, ez dizanim ku we jî wek serekên xwe bi nezanî ev yek kir.
Îcar bi vî awayî Xwedê, ev tiştên ku ji pêşî ve bi devê hemû pêxemberan gotibû ku Mesîh wê cefayê bikişîne, anî cih.
Loma tobe bikin û li Xwedê bizivirin, da ku gunehên we bên xîşkirin,
da ku ji ba Xudan wextên nûvejeniyê bên û Mesîhê ku ji berê ve ji bo we destnîşan kiriye, yanî Îsa bişîne.
Divê ew li ezmên bimîne, heta ku Xwedê her tiştî nûvejen bike, wek ku wî ji berê ve bi devê pêxemberên xwe yên pîroz gotiye.
Mûsa jî got: ‹Xudan Xwedayê we wê ji nav birayên we, ji we re pêxemberekî wek min rake. Ew her çi ji we re bêje, divê hûn guhdariya wî bikin.
Îcar her kesê ku guhdariya wî pêxemberî neke, wê ji nav gel bê derxistin û helak bibe.›
Û hemû pêxemberan, ji Samûêl bigire heta yên pey wî, her kî peyivîbe, li ser van rojan gotine.
Zarokên pêxemberan û wêrisên peymana ku Xwedê bi bav û kalên we re girêdaye hûn in. Xwedê ji Birahîm re got: ‹Wê bi dûndana te, hemû bavikên li ser rûyê erdê bên pîrozkirin.›
Gava ku Xwedê Xizmetkarê xwe rakir, pêşî wî ew şand ba we, da ku we pîroz bike û her yekî ji we ji xerabiyên wî vegerîne.»
Hê ku Petrûs û Yûhenna bi xelkê re dipeyivîn, kahîn, serwerê parêzgerên Perestgehê û Sadûqî bi ser wan de hatin.
Ew pirr hêrs bûn, çimkî şagirtan gel hîn dikir û li ser vejîna miriyan a ku bi Îsa ye dipeyivîn.
Wan ew girtin û ji ber ku ji xwe êvar bû, heta dotira rojê ew di girtîgehê de hiştin.
Lê gelekên ku peyv bihîstin, bawerî anîn û hejmara wan gihîşt dora pênc hezar kes.
Îcar dotira rojê serwer, rihspî û Şerîetzan li Orşelîmê civiyan,
Serokkahîn Henan, Qeyafa, Yûhenna, Skender û hemû yên ku ji malbata Serokkahîn dihatin li wir bûn.
Çaxê ku yên girtî li holê dan rawestandin, wan pirsî: «We bi kîjan hêzê an bi çi navî ev kir?»
Hingê Petrûs bi Ruhê Pîroz tije, ji wan re got: «Gelî serekên gel û rihspîno!
Eger îro em ji bo qenciya ku bi mirovê nexweş bûye, tên pirsyarkirin ka ew çawa sax bûye,
bila ev ji aliyê we hemûyan û ji aliyê hemû gelê Îsraêl ve bê zanîn ku ev mirov, bi navê Îsa Mesîhê Nisretî yê ku we xaç kir û yê ku Xwedê ji nav miriyan rakir, sipîsax li ber we radiweste.
Ev ew e, ‹Ew kevirê ku ji aliyê we hostayan ve kêm hat dîtin, Bû kevirê serê rikin.›
Xilasî bi tu kesî din tune; çimkî di bin ezmên de, di nav mirovan de, navekî din nehatiye dayîn ku em bikarin pê xilas bibin.»
Gava ku wan biziraviya Petrûs û Yûhenna dît û fêm kirin ku ew nexwenda û di halê xwe de ne, şaş man. Wan tê derxist ku ev mirov bi Îsa re mane.
Lê wan zilamê qencbûyî bi wan re rawestayî dît û nikaribûn tiştekî li dij bêjin.
Îcar li wan emir kirin ku ji civîna giregiran derkevin û dest pê kirin di nav xwe de şêwirîn.
Wan got: «Em bi van mirovan çi bikin? Çimkî ji hemûyên ku li Orşelîmê rûdinin re eşkere ye ku bi destê van nîşaneke berbiçav hatiye kirin û em nikarin vê înkar bikin.
Lê ji bo ku ev hê bêtir di nav gel de belav nebe, em gef li wan bixwin ku ji niha û pê ve bi navê Îsa ji kesî re tiştekî nebêjin.»
Gazî wan kirin û li wan emir kirin ku êdî bi navê Îsa qet nepeyivin û kesî hîn nekin.
Lê Petrûs û Yûhenna bersîva wan dan û gotin: «Ma li ber Xwedê kîjan rast e? Em guhê xwe bidin we, an bidin Xwedê? Hûn bêjin.
Çimkî em nikarin tiştên ku me dîtine û bihîstine nebêjin.»
Piştî ku dîsa gef li wan xwarin ew berdan. Ji ber xelkê tu rê nedîtin ku wan ceza bikin, çimkî hemûyan ji bo tiştê bûyî pesnê Xwedê dida.
Emrê wî mirovê ku bi vê kerametê qenc bûbû, di ser çilî re bû.
Piştî ku ew hatin berdan, çûn ba hevalên xwe û her tiştê ku serekên kahînan û rihspiyan ji wan re gotibû, ji wan re gotin.
Gava ku wan ev bihîst, bi hev re dengê xwe bilind kirin û ji Xwedê re gotin: «Ya Xwedayê hukumdar! Yê ku erd û ezman, derya û hemû tiştên di wan de afirandiye, tu yî.
Te bi Ruhê Pîroz bi devê xizmetkarê xwe bavê me Dawid got: ‹Çima milet hêç bûn Û netew tiştên pûç fikirîn?
Padîşahên dinyayê bûn yek, Û serek li hev civiyan Li hember Xudan û li hember Mesîhê wî.›
Çimkî bi rastî li vî bajarî, Hêrodês û Pontiyos Pîlatos, bi miletan û bi gelê Îsraêl re, li hember xizmetkarê te yê pîroz Îsa, yê ku te meshkirî, civiyan,
da ku çi bi destê te û li gor daxwaza te ji berê ve hatibe biryardan, bê cih.
Û niha ya Xudan, li gefxwarinên wan binêre! Û vê yekê bide xizmetkarên xwe ku peyva te tam bi ziravî bêjin.
Destê xwe dirêj bike, da ku bi navê xizmetkarê te yê pîroz Îsa, nexweş qenc bibin û nîşan û karên mezin çêbin.»
Piştî ku wan dua kir, dera ku lê civiyabûn hejiya, ew hemû bi Ruhê Pîroz tije bûn û peyva Xwedê bi ziravî digotin.
Dil û ruhê tevahiya koma bawermendan yek bû. Tu kesî ji wan ji bo tiştên xwe nedigot: «Ev ya min e.» Lê her tiştê wan hevpar bû.
Şandiyan bi hêzeke mezin şahidiya vejîna Xudan Îsa didan û keremeke mezin li ser wan hemûyan bû.
Û di nav wan de tu kesê hewcedar tunebû. Çimkî yên ku xweyî xanî an xweyî erd bûn, ew difirotin û wan tiştan çi bigirta dianîn,
ew li ber lingê Şandiyan datanîn û li gor hewcedariya wan li her kesî dihat belavkirin.
Bi navê Ûsiv yekî Lêwî ji Qibrisê hebû. Şandiyan jê re digot Barnabas, ku bê wergerandin: «Kurê handanê».
Zeviyeke vî mirovî hebû, wî ew firot û perên wê anîn li ber lingên Şandiyan danîn.
Îcar mirovekî ku navê wî Hananya bû, bi jina xwe Saferyayê re milkek firotin.
Haya jina wî jî jê hebû, ku wî hinek ji peran ji xwe re hilanî û hinek jê anî û li ber lingên Şandiyan danî.
Petrûs pirsî û got: «Hananya, çima Îblîs dilê te tije kir ku tu li Ruhê Pîroz derewan bikî û hinekê ji perên zeviyê ji xwe re hilînî?
Çaxê ku ew nefirotî bû, ma ew ne ya te bû? Îcar piştî ku hat firotin, ma ew ne di destê te de bû? Ma çawa çêbû ku te ev yek xist dilê xwe? Te ne li mirovan, lê li Xwedê derew kir.»
Gava ku Hananya ev peyv bihîstin, ket erdê û can da. Û tirseke mezin ket ser wan ên ku ev bihîstin.
Xort rabûn, kefen lê pêçan, ew derxistin derve û veşartin.
Bi qasî piştî sê saetan jina wî jî ket hundir, haya wê jê tunebû ku çi bûye.
Petrûs ji wê re got: «Ji min re bêje, ma we zevî bi ewqasî firot?» Wê jî got: «Erê, bi ewqasî.»
Lê Petrûs ji wê re got: «Çawa we li hev kir ku hûn Ruhê Xudan biceribînin? Va ye, lingên wan ên ku mêrê te veşartine li ber derî ne, ewê te jî hilînin û bibin derve.»
Jinik di cih de li ber lingên Petrûs ket erdê û can da. Gava xort ketin hundir, ew mirî dîtin. Wan ew jî hilgirt û birin derve, li tenişta mêrê wê veşartin.
Tirseke mezin ket ser tevahiya civîna bawermendan û ser hemûyên ku ev tişt bihîstin.
Gelek nîşan û karên mezin bi destê Şandiyan di nav gel de dihatin kirin. Hemû bi hev re li Eywana Silêman diciviyan.
Lê ji yên din tu kesî nediwêrî ku beşdarî wan bibe, lê heçî xelk bûn, pesnê wan didan.
Hê gelek jin û mêrên ku bawerî bi Xudan anîn, beşdarî wan bûn.
Wisa ku xelkê nexweşên xwe derdixistin kuçeyan, ew li ser doşek û şeltan vedizelandin, da ku gava Petrûs derbas bibe, qet nebe siya wî bikeve ser hinekan.
Gelek mirov ji bajarên der û dora Orşelîmê jî civiyan, nexweş û yên ku ji ruhên nepak cefa dikişandin anîn, ew hemû jî sax bûn.
Serokkahîn û hemû yên bi wî re ku ji mezheba Sadûqiyan bûn, bi çavnebariyê tije bûn,
Şandî girtin û ew avêtin girtîgeha giştî.
Îcar bi şev milyaketekî Xudan deriyên zîndanê li wan vekir, ew derxistin derve û ji wan re got:
«Herin, li Perestgehê rawestin û hemû peyvên vê jiyanê ji gel re bêjin.»
Çaxê wan ev bihîst, serê sibê zû ketin Perestgehê û dest bi hînkirinê kirin. Gava Serokkahîn û yên bi wî re hatin, wan gazî civîna giregiran, yanî hemû komela rihspiyên gelê Îsraêl kir ku bicivin, şandin girtîgehê pey wan, da ku wan bînin.
Lê gava ku parêzgerên Perestgehê çûn wê derê, wan ew di zîndanê de nedîtin. Hingê vegeriyan û gotin:
«Me dît ku girtîgeh hişk girtiye û nobedar li ber derî rawestayî ne, lê gava me derî vekir, me kes li hundir nedît.»
Îcar gava serwerê parêzgerên Perestgehê û serekên kahînan ev peyv bihîstin, tevlihev bûn, gotin: «Dawiya vê yekê wê çawa bibe?»
Hingê yek hat û ji wan re got: «Va ye, ew zilamên ku we xistibûn zîndanê, li Perestgehê radiwestin û xelkê hîn dikin!»
Li ser vê yekê serwer bi parêzgerên Perestgehê re çû û ew anîn; lê ne bi zorê, çimkî ew ji gel ditirsiyan, digotin: «Wê me bidin ber keviran.»
Çaxê wan ew anîn, ew li ber civîna giregiran dan rawestandin. Serokkahîn ji wan pirsî û
got: «Me hişk li we emir kir ku hûn bi vî navî hîn nekin, lê va ye, we Orşelîm bi hînkirina xwe tije kir û hûn dixwazin xwîna vî mirovî bixin ser me.»
Lê Petrûs û Şandiyên din bersîv dan û gotin: «Divê em ji mirovan bêtir bi ya Xwedê bikin.
Xwedayê bav û kalên me, ew Îsayê ku we bi dar ve daleqand û kuşt, rakir.
Xwedê ew bilind kir milê xwe yê rastê, kir Serok û Xilaskar, da ku ew Îsraêl ji gunehên wan vegerîne û li wan bibihûre.
Em şahidên van tiştan in û Ruhê Pîrozê ku Xwedê daye wan ên ku bi ya wî dikin jî, şahid e.»
Gava wan ev bihîst, ew gelek hêrs bûn û xwestin ku Şandiyan bikujin.
Lê yekî Fêrisî ku navê wî Gamalyêl bû, di civîna giregiran de rabû. Ew mamosteyê Şerîetê bû û siyaneta wî di nav hemû gel de hebû. Wî emir kir ku Şandiyan ji bo demeke kurt derxin derve
û hingê ji civînê re got: «Gelî Îsraêliyan, ji bo tiştê ku hûnê bi van mirovan bikin, hay ji xwe hebin.
Çimkî demekê berî niha, Tewdas serî hilda, wî xwe hesiband ku ew tiştek e, li dora çar sed kesî beşdarî wî bûn; lê ew hat kuştin û hemû yên ku li pey wî diçûn belav bûn û neman.
Piştî wî, Cihûdayê Celîlî di dema hejmartina mirovan de serî hilda û xelk li pey xwe bir. Ew jî helak bû û hemû yên ku li pey wî diçûn belav bûn.
Îcar, ez ji we re dibêjim: Dev ji van mirovan berdin û wan bihêlin bi serê xwe. Çimkî eger ev niyet û kar ji mirovan be, wê xera bibe,
lê eger ji Xwedê ye, hûn nikarin vê xera bikin. Nebe ku hûn bibin yên ku li hember Xwedê jî radibin!» Wan guhê xwe da şîreta Gamalyêl,
gazî Şandiyan kirin û li wan xistin. Piştre li wan emir kirin ku bi navê Îsa nebêjin û ew berdan.
Îcar gava ku ew ji ber civîna giregiran derketin, pê şa bûn ku ew ji ber navê Îsa hêjayî bêrûmetkirinê hatin dîtin.
Û wan dev jê berneda ku her roj li Perestgehê û li malan hîn bikin û Mizgîniyê bidin ku Mesîh, Îsa ye.
Di wan rojan de, gava ku hejmara şagirtan zêde dibû, ew Cihûyên ku bi zimanê Yewnanî dipeyivîn ji Cihûyên Îbranî gazin kirin, çimkî di belavkirina xwarina rojane de baş li jinebiyên wan nedihat nêrîn.
Hingê diwanzdehan hemû şagirt li ser hev civandin û gotin: «Ne qenc e ku em dev ji peyva Xwedê berdin û xizmeta sifreyan bikin.
Loma birano, hûn di nav xwe de, heft mirovên bi Ruhê Pîroz tije û şehreza bibijêrin û em wan deynin ser vî karî.
Heçî em in, emê xwe bidin duayê û xizmeta peyvê.»
Ev yek li hemû koma bawermendan xweş hat û wan ev mirov bijartin: Steyfan ê ku mirovekî bi bawerî û bi Ruhê Pîroz tije bû û Filîpos, Prokoros, Nîkanor, Tîmon, Parmênas û Nîkolasê ji Entakyayê yê ku hatibû ser baweriya Cihûyan.
Wan ew li ber Şandiyan dan rawestandin, Şandiyan jî dua kir û destên xwe danîn ser wan.
Peyva Xwedê çiqas diçû belav dibû; hejmara şagirtan li Orşelîmê gelek zêde dibû û ji kahînan jî gelekan bawerî qebûl dikir.
Steyfanê ku bi kerem û hêzê tije bû, gelek nîşan û karên mezin di nav gel de dikirin.
Hingê, hinek ji Kinîşta ku jê re Kinîşta Azadiyan digotin û hin Kûrênî, Skenderyayî û hinekên ku ji Kîlîkya û Asyayê bûn, rabûn bi Steyfan re devjenî kirin.
Lê wan nikaribû li ber wê şehrezayî û wî Ruhê ku Steyfan pê dipeyivî, rawestin.
Hingê wan serê hinekan tije kirin ku bêjin: «Me bihîst ku vî mirovî çêrî Mûsa û Xwedê kir.»
Û wan xelk, rihspî û Şerîetzan rakirin ser piyan û bi ser Steyfan de hatin, ew girtin, anîn ber civîna giregiran.
Şahidên derewîn derxistin pêş û şahidan got: «Ev mirov dev jê bernade, li hember vî cihê pîroz û Şerîetê gotinan dibêje.
Me bihîst ku wî got: ‹Ev Îsayê Nisretî wê vê Perestgehê xera bike û wan adetên ku Mûsa dane me biguhere.›»
Hemû yên ku li civîna giregiran rûdiniştin bi baldarî li wî nêrîn û dîtin ku rûyê wî wek rûyê milyaketan e.
Hingê Serokkahîn ji wî pirsî û got: «Ma ev tişt rast in?»
Steyfan got: «Bav û birano! Guhê xwe bidin min. Hê ku bavê me Birahîm li Mezopotamyayê bû, beriya ku ew li Heranê rûne, Xwedayê bi rûmet jê re xuya bû
û got: ‹Ji welatê xwe û ji ba mirovên xwe derkeve û were wê dera ku ezê nîşanî te bidim.›
Hingê ew ji welatê Kildaniyan derket û li Heranê rûnişt. Piştî ku bavê wî mir, Xwedê ew ji wê derê deranî û anî vî welatê ku niha hûn lê dijîn.
Wî bi qasî cihê lingekî jî, bi mîrasî neda wî; lê bi ser ku hê zarokên wî nebûn jî, soz dayê ku ‹vî welatî bi milkîtî bide wî û dûndana wî ya ku li pey wî rabe.›
Û Xwedê ji wî re weha got: ‹Dûndana te wê li welatekî ku ne yê wan e bi xerîbî rûne, ewê wan bikin kole û çar sed salî li wan zor bikin.›
Û Xwedê got: ‹Ezê wî miletê ku ewê jê re koletiyê bikin, ceza bikim› û ‹Piştî van tiştan wê ji wê derê derkevin û li vî cihî biperizin min.›
Û Xwedê peymana sinetê da wî. Birahîm bû bavê Îshaq û di roja heştan de ew sinet kir. Îshaq bû bavê Aqûb û Aqûb jî bû bavê diwanzdeh bavikan.
«Bavikan çavnebariya Ûsiv kir û ew firotin Misrê; lê Xwedê bi wî re bû
û ew ji hemû tengahiyên wî rizgar kir û li ber Firewn, yanî padîşahê Misrê kerem û şehrezayî da wî. Firewn jî ew li ser Misrê û li ser hemû mala xwe kir şahne.
Hingê li hemû welatê Misrê û li Kenanê xela rabû, tengahiyeke mezin çêbû û bav û kalên me nikaribûn xwarin peyda bikirana.
Îcar gava ku Aqûb bihîst li Misrê genim heye, wî cara pêşî bav û kalên me şandin wê derê.
Di çûyîna cara diduyan de, Ûsiv xwe bi birayên xwe da naskirin û eslê Ûsiv ji Firewn re kifş bû.
Îcar Ûsiv şand pey bavê xwe Aqûb û hemû mirovên xwe, da ku bên ba wî. Hemû bi hev re heftê û pênc nefs bûn.
Û Aqûb daket Misrê. Ew û bav û kalên me li wê derê mirin.
Wan bi şûn ve anîn Şexemê û di wê gora ku Birahîm bi perên zîv ji kurên Hamorê Şexemî kirrîbû de veşartin.
«Îcar çaxê ew dema ku Xwedê ji Birahîm re soz dabû, nêzîk bû, gelê me li Misrê pirr zêde bûbû,
heta wê dema ku ‹padîşahekî nû yê ku nedizanî ku Ûsiv kî ye, hat ser Misrê›.
Wî hîlebazî li nijada me kir, li bav û kalên me zor kir ku ew zarokên xwe bavêjin derve, da ku nejîn.
Di wî wextî de Mûsa çêbû. Ew gelek spehî bû. Sê mehan ew di mala bavê xwe de hat xweyîkirin.
Îcar gava ku ew danîn, keça Firewn ew hilda û ew xweyî kir, ku bibe kurê wê.
Mûsa di hemû şehrezayiya Misriyan de hat perwerdekirin, di gotinên xwe û di kirinên xwe de hêzdar bû.
«Îcar dema ew bû çil salî, daxwaza dîtina xwişk û birayên wî yên Îsraêliyan ket dilê wî.
Gava wî dît ku neheqî li yekî ji wan tê kirin, wî ew parast, yê Misrî kuşt û heyfa yê ku dihat perçiqandin hilanî.
Wî guman kir ku xwişk û birayên wî, wê fêm bikin ku Xwedê wê bi destê wî xilasiyê bide wan, lê wan fêm nekir.
Dotira rojê çaxê ew rastî du Îsraêliyan hat, ku ew pev diçûn, wî xwest ku wan li hev bîne û got: ‹Camêrno, hûn bira ne; hûn çima neheqiyê li hev dikin?›
Lê mirovê ku neheqî li cîranê xwe dikir, Mûsa dehf da û got: ‹Kê tu li ser me kiriyî serok û dadger?
Wek ku te duh yê Misrî kuşt, ma tu dixwazî min jî bikujî?›
Li ser vê peyvê Mûsa reviya û li welatê Midyanê bi xerîbî ma û bû bavê du kuran.
«Piştî ku çil sal temam bûn, ‹li çola nêzîkî Çiyayê Sînayê, di pêta agirê nav deviyê de milyaketek li wî xuya bû.›
Gava Mûsa ev dît, ew li vê dîmenê şaş ma û çaxê nêzîk bû ku binêre, dengê Xudan hat:
‹Ez Xwedayê bav û kalên te, Xwedayê Birahîm, Aqûb û Îshaq im.› Lerizînê Mûsa girt û nediwêrî ku binêre.
Îcar Xudan ji wî re got: ‹Çaroxa di lingê xwe de derîne, çimkî dera ku tu lê radiwestî axa pîroz e.
Bi rastî min tengahiya gelê min ê ku li Misrê ye dît û min zarîna wan bihîst. Ez daketim ku wan rizgar bikim. De niha were, ezê te bişînim Misrê.›
«Îcar ew, ev Mûsa bû ku wan ew red kir û gotin: ‹Kê tu li ser me kiriyî serek û dadger?› Û ev, ew bû ku Xwedê ew bi destê wî milyaketê ku di nav deviyê de li wî xuya bû, bi seroktî û rizgarkarîtî şand.
Wî ew ji wir derxistin. Li Misrê, li Deryaya Sor û çil salan li çolê wî nîşan û karên mezin kirin.
Ev, ew Mûsa ye ku ji zaryên Îsraêl re got: ‹Xwedê wê ji nav birayên we pêxemberekî wek min ji we re rake.›
Ev, ew e ku di nav gelê li çolê civiyayî de bû; li Çiyayê Sînayê milyaket bi wî re peyivî û ew bi bav û kalên me re bû. Wî peyvên jîndar standin ku bigihîne me.
Lê bav û kalên me nexwestin ku bi ya wî bikin. Ew red kirin û di dilê xwe de vegeriyan Misrê
û ji Harûn re gotin: ‹Ji me re xwedayên ku li pêşiya me herin çêke. Çimkî em nizanin çi bi wî Mûsayê ku em ji diyarê Misrê derxistin hat.›
Di wan rojan de golikek çêkirin, gorî pêşkêşî wî pûtî kirin û ji bo karê destên xwe şahî çêkirin.
Lê Xwedê berê xwe ji wan zivirand û hişt ku ew biperizin stêrên ezmên; wek ku di Kitêba Pêxemberan de hatiye nivîsîn: ‹Hey mala Îsraêl, Ma we çil salan li çolê Ji min re Diyarî û gorî pêşkêş kirin?
We konê Molox Û stêra xwedayê we Reyfan, Ew pûtên ku we çêkiribûn, ku hûn biperizin wan, hilgirtin. Loma ezê we rakim û ji Babîlê wêvetir bibim.›
«Li çolê Konê Şahidiyê yê bav û kalên me hebû. Mûsa ew, wek yê ku pê re peyivîbû û emir kiribû, li gor wê mestereya ku dîtibû, çêkir.
Bav û kalên me jî ew hildan û gava ku bi Yêşû re welatê miletên din ên ku Xwedê ji ber wan derxistin, vegirtin, hingê ew bi xwe re anîn. Heta dema Dawid ew li wir ma.
Dawid li ba Xwedê kerem dît û xwest ku cihekî rawestanê ji bo Xwedayê Aqûb çêke.
Lê yê ku ji wî re malek çêkir Silêman bû.
Lê belê Yê Herî Berz di xaniyên ku bi destan hatine çêkirin de rûnane. Çawa ku pêxember dibêje:
‹Ezman textê min e, Û erd binlingê min e. Xudan dibêje: Hûnê maleke çawa ji min re çêkin? An jî dera ku ez bîhna xwe lê vedim, ku der e?
Ma ne destê min ev hemû tişt çêkirine?›
«Hey serhişkno! Di dil de sinetnebûyîno, di guh de kerno! Hûn hergav li hember Ruhê Pîroz disekinin; çawa ku bav û kalên we kirin, hûn jî wisa dikin.
Ma bav û kalên we tengahî nedan kîjan pêxemberî? Wan ew ên ku ji berê ve hatina Yê Rast dan zanîn, kuştin. Îcar niha hûn bûn xayîn û we ew kuşt.
Hûn ew in ku we Şerîet bi destê milyaketan stand, lê we ew pêk neanî.»
Gava ku wan ev tişt bihîstin, gelek hêrs bûn û diranên xwe li Steyfan qirçandin.
Lê Steyfan bi Ruhê Pîroz tije, çavên xwe ber bi ezmên ve hildan, rûmeta Xwedê û Îsayê ku li milê wî yê rastê rawestayî ye dît.
Hingê got: «Va ye, ez ezmanan vebûyî dibînim û Kurê Mirov li milê Xwedê yê rastê radiweste!»
Lê wan guhên xwe girtin, bi dengekî bilind qîriyan û bi hev re êrîşî wî kirin.
Wan ew derxist derveyî bajêr û dan ber keviran. Şahidan ebayên xwe danîn ber lingê xortekî ku navê wî Şawûl bû.
Gava wan Steyfan kevir dikirin, wî dua kir û got: «Ya Xudan Îsa, ruhê min bistîne.»
Hingê ew çû ser çokan û bi dengekî bilind qîriya: «Ya Xudan, vî gunehî li wan negire.» Çaxê ev got, bi xew ve çû, mir.
Û Şawûl razî bû ku ew bê kuştin. Di wê rojê de li Orşelîmê cefayeke şidîd li hember civîna bawermendan dest pê kir û ji Şandiyan pê ve hemû bawermend ji hev hatin belavkirin, çûn herêmên Cihûstan û Sameryayê.
Mirovên xwedêtirs Steyfan veşartin û şîneke giran li ser wî girtin.
Lê Şawûl civîn şeperze dikir; ji malekê diket maleke din, jin û mêr kaş dikirin û davêtin zîndanê.
Îcar yên ku ji hev belav bûn, Mizgînî didan her dera ku diçûnê.
Filîpos daket bajarekî Sameryayê û Mesîh ji wan re da bihîstin.
Gava elaletê nîşanên mezin ên ku Filîpos çêdikirin, didîtin û dibihîstin, hemûyan bi hev re bi baldarî guhê xwe didan gotinên wî.
Çimkî ruhên nepak bi dengekî bilind qîriyan û ji gelek kesên cinoyî derketin û gelek kesên felcî û seqet sax bûn.
Û şahiyeke mezin li wî bajarî çêbûbû.
Îcar li vî bajarî yekî ku ji demeke dirêj ve sêrbazî dikir hebû, navê wî Şimûn bû. Wî xelkê Sameryayê şaş dihişt û digot ku ew mirovekî mezin e.
Hemûyan, ji biçûkan heta mezinan bi baldarî guhdariya wî dikir û digotin: «Hêza Xwedê ya ku jê re Mezin dibêjin ev e.»
Û wan bi baldarî guhdariya wî dikir, çimkî ji demeke dirêj ve wî bi sêrbaziya xwe ew şaş dikirin.
Lê gava ku wan ji Filîpos bawer kir, yê ku Mizgîniya li ser Padîşahiya Xwedê û li ser navê Îsa Mesîh dida, hem jin hem mêr imad bûn.
Şimûn bi xwe jî bawerî anî. Piştî ku imad bû, hergav li ba Filîpos dima û li nîşan û kerametên mezin ên ku dihatin kirin, şaş dima.
Îcar gava ku Şandiyên li Orşelîmê bihîstin ku Samerya peyva Xwedê qebûl kiriye, wan Petrûs û Yûhenna şandin ba wan.
Ew jî daketin jêr, ji bo wan dua kirin ku Ruhê Pîroz bistînin,
çimkî hê Ruhê Pîroz nehatibû ser yekî ji wan, tenê ew bi navê Xudan Îsa hatibûn imadkirin.
Hingê Petrûs û Yûhenna destên xwe danîn ser wan û wan jî Ruhê Pîroz stand.
Îcar gava ku Şimûn dît ku Ruh bi destdanîna Şandiyan a li ser wan tê dayîn, wî pere pêşkêşî wan kirin û
got: «Vê hêzê bidin min jî, da ku ez destên xwe deynim ser kê, Ruhê Pîroz bistîne.»
Lê Petrûs ji wî re got: «Bila zîvê te mîrata serê te be, çimkî te guman kir ku diyariya Xwedê bi peran tê standin!
Ne pişka te û ne jî para te di vê yekê de heye, çimkî dilê te li ber Xwedê ne rast e.
Îcar ji vê xerabiya xwe tobe bike, ji Xudan lava bike, belkî li niyeta di dilê te de bê bihûrtin.
Çimkî ez te di tehliya zirav de û di zincîrên xerabiyê de dibînim.»
Şimûn lê vegerand û got: «Hûn ji bo min ji Xudan bixwazin, da ji tiştên ku we gotin tu tişt neyê ser min.»
Îcar piştî ku Petrûs û Yûhenna ji peyva Xudan re şahidî kirin û peyivîn, ew vegeriyan Orşelîmê, Mizgînî li gelek gundên Sameriyan belav kirin.
Hingê milyaketekî Xudan ji Filîpos re got: «Rabe û bi aliyê başûr ve here wê riya ku ji Orşelîmê diçe Xezzeyê.» Ew der çol e.
Ew jî rabû û çû û Etyopiyekî nemêrkirî dît. Ew wezîrekî şahbanûya Etyopyayê Kendakya bû û li ser hemû xezînên wê bû. Ew ji bo perizînê hatibû Orşelîmê
û vedigeriya malê. Di ereba xwe de rûniştibû û nivîsara Îşaya pêxember dixwend.
Îcar Ruh ji Filîpos re got: «Pêşve here û beşdarî vê erebê bibe.»
Filîpos bezî û bihîst ku ew nivîsara Îşaya pêxember dixwîne. Filîpos jê pirsî: «Ma tiştê ku tu dixwînî, tu fêm dikî?»
Wî lê vegerand û got: «Ezê çawa fêm bikim eger yek ji min re şîrove neke?» Û wî ji Filîpos hêvî kir ku li ba wî siwar bibe.
Ew cihê ku ji nivîsarê dixwend ev bû: «Wek miyekê ji bo şerjêkirinê hat birin Û wek ku berx li ber cewîzê xwe bêziman e, Ew devê xwe venake.
Di nizimkirina wî de jê re edalet nema. Kî wê li ser dûndana wî bêje? Çimkî jiyana wî ji erdê tê rakirin.»
Yê nemêrkirî ji Filîpos pirsî û got: «Hêviya min ji te, pêxember van li ser kê dibêje? Li ser xwe an li ser yekî din?»
Hingê Filîpos devê xwe vekir û bi vê nivîsarê dest bi gotinê kir û Mizgîniya li ser Îsa ji wî re got.
Gava di riya xwe de diçûn, gihîştin ser avekê, yê nemêrkirî got: «Va ye av, ma çi ji min re dibe asteng ku ez imad nebim?»
Wî emir kir ku erebe raweste, herdu bi hev re, Filîpos û yê nemêrkirî, çûn nav avê û Filîpos ew imad kir.
Çaxê ew ji avê derketin, Ruhê Xudan Filîpos hilda û bir; yê nemêrkirî hew ew dît û bi şahî di riya xwe de çû.
Filîpos xwe li Aşdodê dît û heta ku hat Qeyseriyê, di hemû bajarên ku di wan re derbas bû de, Mizgînî belav dikir.
Hingê Şawûl, hê jî bi gefxwarina kuştina şagirtên Xudan, çû ba Serokkahîn
û ji bo kinîştên li Şamê name jê xwestin, da ku ew her kesê ku li pey vê Riyê diçe bibîne, jin an mêr, wan bigire û girêdayî bîne Orşelîmê.
Gava ew di riya xwe de diçû û nêzîkî Şamê dibû, ji nişkê ve ji ezmên ronahiyekê li dora wî şewq da.
Ew ket erdê û dengek bihîst ku ji wî re got: «Şawûl, Şawûl, tu çima tengahiyê didî min?»
Şawûl pirsî û got: «Ya Xudan, tu kî yî?» Wî jî got: «Ez Îsa me, yê ku tu tengahiyê didiyê.
Lê rabe û bikeve bajêr; wê ji te re bê gotin, ku divê tu çi bikî.»
Ew zilamên ku bi Şawûl re rêwîtî dikirin, bêzar man û sekinîn; çimkî wan deng dibihîst, lê tu kes nedidîtin.
Şawûl ji erdê rabû, lê gava wî çavên xwe vekirin, wî tiştek nedît. Bi destê wî girtin û ew anîn Şamê.
Îcar sê rojan wî nedît, ne xwar û ne jî vexwar.
Hingê li Şamê şagirtek hebû ku navê wî Hananya bû. Xudan di dîtiniyekê de ji wî re got: «Hananya!» Wî bersîv da: «Va me ez, ya Xudan.»
Xudan ji wî re got: «Rabe û here wê kolana ku jê re dibêjin Rast, li mala Cihûda, li mirovekî Tarsûsî ku navê wî Şawûl e bipirse. Ji ber ku va ye, ew dua dike.
Wî di dîtiniyekê de dîtiye, mirovekî ku navê wî Hananya ye hat ba wî û destên xwe danîn ser wî, da ku dîsa bibîne.»
Hananya bersîv da û got: «Ya Xudan, min li ser vî zilamî ji gelekan bihîstiye, ku wî di Orşelîmê de çiqas xerabî li pîrozên te kiriye.
Li vir jî desthilatiya wî ji serekên kahînan heye ku hemûyên gazî navê te dikin bigire.»
Lê Xudan ji wî re got: «Tu here, çimkî ew ji bo min hacetekî bijartî ye, da ku navê min bigihîne ber miletan, padîşahan û zaryên Îsraêl.
Ez bi xwe, ezê nîşanî wî bidim ku divê çiqas cefayê di ber navê min de bikişîne.»
Hingê Hananya rabû û çû ket wê malê. Wî destên xwe danîn ser Şawûl û got: «Birayê Şawûl, Xudan ez şandim, ew Îsayê ku di rê de li te xuya bû, da ku tu dîsa bibînî û tu bi Ruhê Pîroz tije bibî.»
Di cih de tiştekî wek pûlikan ji çavên wî ketin û ji nû ve dît. Ew rabû û imad bû.
Piştî ku xwarin xwar, hêza wî hat cih. Şawûl çend rojan li Şamê bi şagirtan re ma.
Û destxwere wî dest pê kir, di kinîştan de Îsa da bihîstin û got: «Ew Kurê Xwedê ye.»
Hemû yên ku ew bihîstin şaş man û gotin: «Ma ev ne ew e, yê ku ew ên li Orşelîmê gazî vî navî dikirin, ji holê radikirin? Ma ew nehatiye vir, da ku wan girêdayî bibe ber serekên kahînan?»
Lê Şawûl hê bêtir bi hêz dibû û ji ber ku eşkere dikir ku Îsa, Mesîh e, Cihûyên ku li Şamê rûdiniştin matmayî hiştin.
Piştî ku gelek roj derbas bûn, Cihû şêwirîn ku wî bikujin.
Lê Şawûl bi gêrûfena wan hesiya. Ew bi şev û bi roj li ber dergehên bajêr diman, da ku wî bikujin.
Lê şagirtên wî bi şev rahiştin wî û di selikekê de ew ji sûrê daxistin jêr.
Gava ku Şawûl hat Orşelîmê, dixebitî ku beşdarî şagirtan bibe. Lê hemû ji wî ditirsiyan, çimkî bawer nekirin ku ew bûye şagirt.
Hingê Barnabas ew hilda û anî ba Şandiyan; ji wan re got ku Şawûl çawa di rê de Xudan dîtiye û Xudan bi wî re peyiviye û wî çawa li Şamê bi navê Îsa, bê tirs hîn kiriye.
Şawûl êdî li Orşelîmê bi wan re bû, bi wan re diçû û dihat, bê tirs bi navê Xudan hîn dikir.
Bi Cihûyên ku Yewnanî dipeyivîn re dipeyivî û bi wan re diket gotûbêjê, lê ew dixebitîn ku wî bikujin.
Çaxê bira pê hesiyan, ew daxistin Qeyseriyê û ji wir jî şandin Tarsûsê.
Hingê civînên bawermendan li tevahiya Cihûstanê, Celîlê û Sameryayê di aştiyê de bûn; ava dibûn, bi tirsa Xudan pêşve diçûn û bi handana Ruhê Pîroz zêde dibûn.
Gava ku Petrûs li her aliyî digeriya, ew berjêrî ba wan pîrozên ku li Lîdayê diman jî bû.
Li wir wî mirovek ku navê wî Eynêyas bû dît, ku ji heşt salan ve di nav nivînan de bû; çimkî ew felcî bû.
Petrûs ji wî re got: «Eynêyas, Îsa Mesîh te qenc dike, rabe û nivînên xwe hilde!» Û di cih de ew rabû ser lingan.
Hemû kesên ku li Lîdayê û li deşta Şaronê rûdiniştin ew dîtin û li Xudan zivirîn.
Îcar li Yafayê şagirtek hebû, ku navê wê Tabîta bû, ku bê wergerandin bi mana «Xezal» e. Wê xwe dabû kirinên qenc û xêran.
Di wan rojan de ew nexweş ket û mir. Piştî ku ew şuştin, li oda jorîn danîn.
Ji ber ku Lîda nêzîkî Yafayê bû, şagirtan bihîst ku Petrûs li wê derê ye, du zilam şandin pey wî, jê daxwaz kirin û gotin: «Ji kerema xwe zû were ba me.»
Hingê Petrûs rabû û bi wan re çû. Çaxê ew gihîşt wê derê, ew birin oda jorîn. Hemû jinebî li dora wî rawestan, digiriyan û cil û kirasên ku hê Xezalê bi wan re bû çêkiribûn, nîşan didan.
Lê Petrûs hemû derxistin derve, çû ser çokan û dua kir. Li cesed zivirî û got: «Tabîta, rabe.» Hingê wê çavên xwe vekir, Petrûs dît û rûnişt.
Wî destê xwe dirêjî wê kir û ew rakir. Piştre gazî yên pîroz û jinebiyan kir û ew saxbûyî danî ber wan.
Ev yek li hemû Yafayê hat bihîstin û gelekan bawerî bi Xudan anî.
Petrûs jî gelek rojan li Yafayê, li mala Şimûnê çermker ma.
Li Qeyseriyê mirovek hebû ku navê wî Kornêlyos bû; ew di tabûra ku jê re ‹ya Îtalyayî› digotin de sersed bû.
Ew bi hemû maliyên xwe ve dîndar û xwedêtirs bû, wî gelek xêr bi gelê Cihû dikirin û herdem li ber Xwedê dua dikir.
Rojekê piştî nîvro, di dora saet sisiyan de wî bi zelalî di dîtiniyekê de dît ku milyaketekî Xwedê hat ba wî û jê re got: «Kornêlyos!»
Wî gelek bi tirs li milyaket nêrî û got: «Çi ye, ya Xudan?» Milyaket got: «Dua û xêrên te gihîştin ba Xwedê û tu di bîra wî de yî.
De niha zilaman bişîne Yafayê û gazî Şimûnê ku jê re dibêjin Petrûs, bike.
Ew mêvanê Şimûnê çermker e, ku mala wî li ber deryayê ye.»
Çaxê milyaketê ku bi wî re peyivî çû, wî gazî du xulamên xwe û leşkerekî dîndar ê ku di xizmeta wî de bû, kir;
piştî ku hemû tişt ji wan re got, ew şandin Yafayê.
Dotira rojê çaxê ku ew di riya xwe de bûn û nêzîkî bajêr dibûn, Petrûs saet li dora diwanzdehan derket ser banê xênî ku dua bike.
Ew pirr birçî bû û xwest ku tiştekî bixwe. Çaxê ku xwarin amade dikirin, ew ji ser hişê xwe çû.
Wî dît ku ezman vebûyî ye û tiştekî wek çarşefeke mezin, ji çar kujên xwe daleqandî, dadikeve erdê.
Di hundirê wê de her cûreyê heywanên çarpê, heywanên ku dişêlin û teyrên ezmên hebûn.
Û wî dengek bihîst ku digot: «Petrûs rabe, şerjêke û bixwe.»
Lê Petrûs got: «Ev ji min dûr be, ya Xudan; çimkî min tu caran tiştên murdar an heram nexwarine.»
Dîsa, cara diduyan deng jê re got: «Tiştên ku Xwedê helal kirine, tu heram nehesibîne.»
Ev yek sê caran çêbû û ev tiştê wek çarşefê di cih de hat hilkişandin ezmên.
Hê ku Petrûs şaşmayî li ser wê dîtiniya ku dîtibû difikirî, ew zilamên ku Kornêlyos şandibûn, li mala Şimûn dipirsîn, mal dîtin û li ber derî rawestan.
Wan gazî kir û gotin: «Ma Şimûnê ku jê re dibêjin Petrûs li vir dimîne?»
Îcar Petrûs hê li ser dîtiniyê difikirî, Ruh ji wî re got: «Va ye, sê mirov li te digerin.
Niha rabe, here jêr, qet dudilî nebe û bi wan re here. Çimkî min ew şandine.»
Petrûs daket jêr û ji zilaman re got: «Ewê ku hûn lê digerin ez im; ma hûn ji bo çi hatine?»
Wan bersîv da û gotin: «Kornêlyosê sersed em şandin. Ew zilamekî rast û xwedêtirs e û ji aliyê hemû gelê Cihûyan ve li ser wî bi qencî tê peyivîn. Ji aliyê milyaketekî pîroz ve jê re hat gotin ku bişîne pey te ku tu bêyî mala wî û tiştê ku tê bêjî bibihîze.»
Îcar Petrûs ew gazî hundir kirin û ew kirin mêvan. Dotira rojê ew rabû û bi wan re çû. Çend birayên ji Yafayê jî bi wî re çûn.
Roja din gihîştin Qeyseriyê. Kornêlyos li hêviya wan bû. Wî gazî mirovên xwe û dostên xwe yên nêzîk jî kiribû û li ba xwe civandibûn.
Gava ku Petrûs ket hundir, Kornêlyos ji ber ve rabû û xwe avêt ber lingên wî û periziyê.
Lê Petrûs ew rakir ser lingan û got: «Rabe, ez bi xwe jî mirov im.»
Hê ku bi wî re dipeyivî, ket hundir, dît ku gelek mirov civiyane.
Petrûs ji wan re got: «Hûn bi xwe qenc dizanin ku ji bo yekî Cihû çiqas ne rast e ku bi yekî ji miletên din re têkiliyê deyne an here ba wî; lê Xwedê nîşanî min da ku ez ji tu kesî re nebêjim murdar an heram.
Loma gava ku ez hatim gazîkirin, bêyî ku ez li hember rabim, ez hatim. Niha ez dipirsim, gelo we çima gazî min kir?»
Hingê Kornêlyos bersîv da û got: «Berî çar rojan, vî çaxî, saet di sisiyan de min li mala xwe dua dikir. Ji nişkê ve zilamekî cilspî li ber min rawesta
û got: ‹Kornêlyos, duaya te hat bihîstin û xêrên ku te kirine li ber Xwedê hatin bîranîn.
Îcar zilaman bişîne Yafayê û gazî Şimûnê ku jê re Petrûs dibêjin bike. Ew li ba Şimûnê çermker dimîne, mala Şimûn jî li ber deryayê ye.›
Ji ber vê yekê min zû şand pey te û te jî qenc kir ku tu hatî. Niha em hemû li vê derê li ber Xwedê amade ne, da ku em hemû tiştên ku Xudan li te emir kirine, bibihîzin.»
Petrûs jî dest bi peyivînê kir û got: «Niha bi rastî ez fêm dikim ku li ba Xwedê xatirgirtin tune.
Lê di nav her miletî de yê ku ji wî ditirse û ya rast dike, ji wî re meqbûl e.
Hûn dizanin ku Xwedê peyv ji zaryên Îsraêl re şand, bi destê Îsa Mesîhê ku Xudanê hemûyan e, Mizgîniya aştiyê da.
Hûn bi bûyerên piştî ku Yûhenna ji bo imadbûnê gazî kiribû dizanin, ku çawa li Celîlê dest pê kirin û li seranserê Cihûstanê belav bûn û
çawa Xwedê Îsayê Nisretî bi Ruhê Pîroz û bi hêzê mesh kir û çawa ew geriya, wî qencî kir û hemû yên ku di bin serdestiya Îblîs de bûn sax kirin. Çimkî Xwedê bi wî re bû.
Em ji hemû tiştên ku wî li Cihûstanê û Orşelîmê kirin re şahid in. Wan ew li xacê xist û kuştin.
Lê Xwedê roja sisiyan ew ji nav miriyan rakir û kir ku bi eşkereyî bê dîtin.
Ne ji hemû gel re, lê ji me re, ji yên ku ji berê ve ji aliyê Xwedê ve wek şahid hatibûn bijartin re eşkere kir. Piştî ku ew ji nav miriyan rabû, me bi wî re xwar û vexwar.
Wî li me emir kir ku em peyvê bi gel bidin bihîstin û şahidiyê bikin ku dadgerê mirî û zindiyan ê ku Xwedê destnîşan kiriye, ew e.
Hemû pêxember li ser wî şahidiyê dikin, her kesê ku baweriyê bi wî bîne, bi navê wî efûbûna gunehan distîne.»
Hê Petrûs ev tişt digotin, Ruhê Pîroz hat ser hemûyên ku peyv bihîstin.
Îcar bawermendên Cihû yên ku bi Petrûs re hatibûn, şaş man ku çawa diyariya Ruhê Pîroz bi ser miletên din de jî rijiya bû.
Çimkî wan bihîst ku ew bi zimanên din dipeyivin û pesnê Xwedê didin. Hingê Petrûs got:
«Evên ku wek me Ruhê Pîroz standine, ma kî dikare nehêle ku bi avê bên imadkirin?»
Û wî emir kir ku ew bi navê Îsa Mesîh imad bibin. Hingê wan ji wî hêvî kir ku çend rojan li wir bimîne.
Îcar Şandî û bawermendên li Cihûstanê bihîstin ku miletên din jî peyva Xwedê qebûl kirine.
Îcar gava ku Petrûs hilkişiya Orşelîmê, bawermendên sinetbûyî rexne li wî girtin û
gotin: «Çima tu çûyî ba yên sinetnebûyî û te bi wan re xwarin xwar?»
Hingê Petrûs dest pê kir, yek bi yek ji wan re şîrove kir û got:
«Min li bajarê Yafayê dua dikir. Ez ji hişê xwe çûm û min dîtinî dît. Tiştek wek çarşefeke mezin, bi çar kujên xwe daleqandî, ji ezmên dadiket. Ev tişt heta ba min hat.
Çaxê min zîq lê nêrî, min heywanên çarpê, heywanên wehşî, heywanên ku dişêlin û teyrên ezmên dîtin.
Û min dengek bihîst ku ji min re got: ‹Petrûs, rabe, şerjêke û bixwe.›
Lê min got: ‹Ev dûrî min be, ya Xudan, çimkî tu caran tiştekî murdar an heram neketiye devê min.›
Lê careke din ew deng ji ezmên hat û got: ‹Tiştên ku Xwedê helal kirine, tu heram nehesibîne.›
Ev tişt sê caran çêbû û piştre hemû tişt dîsa hilkişiyan ezmên.
Hema wê gavê, sê zilamên ku ji Qeyseriyê şandibûn pey min, li ber wê mala ku em lê diman sekinîn.
Ruh ji min re got: ‹Bi wan re here û cihêtiyê neke.› Ev her şeş bira jî bi min re hatin û em ketin mala wî zilamî.
Wî jî ji me re got, ku çawa dît, milyaket li mala wî rawesta û jê re got: ‹Bişîne Yafayê û Şimûnê ku jê re Petrûs dibêjin, bîne.
Wê ji te re peyvan bêje, tu û tevahiya mala te, hûnê bi wan xilas bibin.›
Çaxê min dest bi peyivînê kir, Ruhê Pîroz hat ser wan jî, wek ku di destpêkê de hatibû ser me.
Hingê ev peyva ku Xudan gotibû hat bîra min: ‹Yûhenna bi avê imad kir, lê hûnê bi Ruhê Pîroz imad bibin.›
Gava me bawerî bi Xudan Îsa Mesîh anî, Xwedê diyariya Ruhê Pîroz da me. Îcar, eger Xwedê eynî diyariya ku dabû me, dabe wan jî, hingê ez kî bûm, ku ez li ber Xwedê rabim.»
Gava wan ev bihîst, dengê xwe birrîn. Pesnê Xwedê dan û gotin: «Nexwe Xwedê ji miletên din re jî rê vekir ku tobe bikin û jiyanê bistînin.»
Îcar yên ku ji ber wê zordestiya dema kuştina Steyfan belav bûbûn, heta Fînîkya, Qibris û Entakyayê çûbûn. Wan peyv ji Cihûyan pê ve ji kesî din re negotin.
Lê hin ji wan ên ku ji Qibris û Kûrênê bûn, çaxê hatin Entakyayê ji Yewnaniyan re jî dipeyivîn û Mizgîniya Xudan Îsa didan.
Destê Xudan bi wan re bû, gelekan bawerî anî û li Xudan zivirîn.
Xebera vê yekê gihîşt guhê civîna bawermendan a li Orşelîmê û wan Barnabas şand Entakyayê.
Îcar gava ku ew hat, wî kerema Xwedê dît, şa bû û ew hemû şidandin ku ji dil bi Xudan ve girêdayî bimînin.
Çimkî ew zilamekî qenc bû, bi Ruhê Pîroz û baweriyê tije bû. Bi vî awayî elaleteke mezin beşdarî Xudan bû.
Piştre Barnabas çû Tarsûsê, ku li Şawûl bigere
û gava wî ew dît, ew anî Entakyayê. Salek sax ew bi hev re tevî civîna bawermendan diciviyan û gelek mirov hîn dikirin. Û cara pêşî li Entakyayê ji şagirtan re gotin: «Xirîstiyan».
Di wan rojan de hin pêxember ji Orşelîmê berjêrî Entakyayê bûn.
Yek ji wan ku navê wî Hagabos bû, rabû û bi rêberiya Ruh got ku wê li tevahiya dinyayê xelayeke giran çêbe. Û ev xela di dema Qeyser Klawdyos de çêbû.
Şagirtan biryar da ku her yek ji wan li gor karîna xwe alîkariyê ji bawermendên li Cihûstanê re bişîne.
Wisa jî kirin, bi destê Barnabas û Şawûl ev alîkarî ji rihspiyan re şandin.
Wê demê Hêrodês padîşah destê xwe dirêjî hin kesên ji civîna bawermendan kir, da ku cefayê bide wan.
Wî Aqûbê birayê Yûhenna bi şûr kuşt.
Gava wî dît ku ev yek li Cihûyan xweş hat, ew zêde çû, wî Petrûs jî girt. Ev yek di dema Cejna Nanê Şkeva de çêbû.
Gava ku Petrûs girt, ew avêt zîndanê û ji bo ku nobedariya wî bikin, çar kom leşkerên ku her yek ji wan ji çar kesan pêk dihat, danîn ber wî. Niyeta wî ew bû ku piştî Cejna Nanê Şkeva wî derxe ber gel.
Îcar Petrûs di zîndanê de girtî bû, lê civîna bawermendan ji dil û can ji bo wî ji Xwedê dixwest.
Şevekê beriya wê roja ku Hêrodês wî derxe meydanê, Petrûs bi du zincîran girêdayî, di navbera du leşkeran de radiza. Û nobedaran li ber derî nobedariya zîndanê dikirin.
Ji nişkê ve milyaketekî Xudan li ba wî rawesta û ronahiyekê di hucreyê de şewq da. Milyaket hincikek li kêleka Petrûs da, ew hişyar kir û got: «Zû rabe!» Hingê zincîr ji destên Petrûs ketin.
Milyaket ji wî re got: «Pişta xwe girêde û çaroxên xwe bixe piyên xwe.» Wî jî wisa kir. Piştre ji wî re got: «Ebayê xwe li xwe bike û li pey min were.»
Petrûs jî derket derve û li pey wî çû; lê nizanibû tiştê ku bi destê milyaket dibe rast e; wî digot qey ew dîtiniyekê dibîne.
Piştî ku ew ji nobedarên pêşî û yên diduyan derbas bûn, ew hatin ba dergehê hesin ê ku diçe nav bajêr. Ew bi xwe li ber wan vebû, ew derketin û di kuçeyekê re derbas bûn; ji nişkê ve milyaket ji wî veqetiya.
Hingê Petrûs hat ser hişê xwe û got: «Niha bi rastî ez dizanim ku Xudan milyaketê xwe şand û ez ji destê Hêrodês û ji hemû ya ku Cihûyan guman dikir, rizgar kirim.»
Piştî ku wî ev yek bi zelalî fêm kir, çû mala Meryema diya Yûhennayê ku jê re digotin Marqos. Li wir gelek civiyabûn û dua dikirin.
Çaxê wî li dergehê derve xist, keçikeke xizmetkar a bi navê Roda çû û guhê xwe da derî.
Gava ku dengê Petrûs nas kir, wisa kêfa wê hat, bê ku derî veke, bezî hundir û got ku Petrûs li ber dergeh e.
Wan ji wê re got: «Te hişê xwe winda kiriye!» Lê ew ji ya xwe nehat xwarê. Wan got: «Ew milyaketê wî ye.»
Petrûs li ser hev li dergeh dixist. Gava wan dergeh vekir, wan ew dît û pirr şaş man.
Wî destê xwe hilda, da ku bêdeng bimînin û ji wan re got ku Xudan çawa ew ji zîndanê derxistiye. Û got: «Vê yekê ji Aqûb û ji birayan re bêjin.» Piştre derket û çû dereke din.
Gava ku bû sibe, tevliheviya nav leşkeran ne hindik bû, ka gelo çi bi Petrûs hatiye.
Çaxê Hêrodês li wî geriya û ew nedît, nobedar kişandin pirsyariyê û emir kir ku bên kuştin. Û Hêrodês ji Cihûstanê berjêrî Qeyseriyê bû û li wê derê ma.
Hêrodês li Sûr û Saydayiyan gelek hêrs bûbû. Hingê ew hemû bi hev re hatin, piştî ku Bilastos şahneyê padîşah kişandin aliyê xwe, lihevhatin xwestin. Çimkî welatê wan ji aliyê xwarinê ve bi welatê Hêrodês ve girêdayî bû.
Îcar di roja ku hat kifşkirin de, Hêrodês cilên xwe yên padîşahiyê li xwe kirin, li ser kursiyê dîwanê rûnişt û ji wan re peyivî.
Hingê xelkê kir qîrîn û gotin: «Ev dengê xwedayekî ye, ne yê mirovan e!»
Û di cih de, ji ber ku wî rûmet nedabû Xwedê, milyaketekî Xudan li wî xist, kurmî bû û mir.
Lê peyva Xwedê fireh û zêde dibû.
Barnabas û Şawûl, piştî ku xizmeta xwe anîn serî ji Orşelîmê vegeriyan û Yûhennayê ku jê re digotin Marqos bi xwe re anîn.
Di civîna li Entakyayê de pêxember û mamoste hebûn: Barnabas, Şimûnê ku jê re Nîgêr digotin, Lûkyosê ji Kûrênê, Menayînê ku birayê şîrî yê Mîr Hêrodês bû û Şawûl.
Çaxê ku ev diperizîn Xudan û rojî digirtin, Ruhê Pîroz got: «Barnabas û Şawûl ji bo wî karê ku min gazî wan kiriye, veqetînin.»
Hingê piştî ku rojî girtin û dua kirin, destên xwe danîn ser wan û ew şandin.
Bi vî awayî ew ji aliyê Ruhê Pîroz ve şandî, dageriyan Sêlûkyayê û ji wir bi gemiyê çûn Qibrisê.
Gava gihîştin Selamîsê, wan peyva Xwedê di kinîştên Cihûyan de dan bihîstin. Yûhenna jî alîkariya wan dikir.
Çaxê ew li seranserê giravê geriyan û hatin Pafosê, wan li wir yekî Cihû, ku pêxemberekî derewîn û sêrbaz bû dît, ku navê wî Baryêşû bû.
Ew dostê Sergiyos Pawlosê walî bû. Walî zilamekî aqilmend bû, wî gazî Barnabas û Şawûl kir û xwest ku peyva Xwedê bibihîze.
Lê Bareyeşû – ku wek Êlûmasê sêrbaz dihat jî zanîn – li ber wan rabû û dixebitî ku walî ji bawerkirinê bizivirîne.
Lê Şawûl, yanî Pawlos, bi Ruhê Pîroz tije bi baldarî li wî nêrî û
got: «Hey kurê Îblîs! Dijminê her rastiyê, bi hemû hîle û xerabiyan tije! Ma tu dev ji xwarûvîçkirina riyên Xudan ên rast bernadî?
Va ye, destê Xudan li hember te ye, tê kor bibî û tu ji bo demekê tavê nabînî.» Di cih de mij û tarî bi ser wî de hat, veşewişî, li yekî geriya ku bi destê wî bigire.
Gava walî dît ku çi bû, wî bawerî anî, ew li hînkirina li ser Xudan gelek şaş ma.
Pawlos û hevalên xwe bi gemiyê ji Pafosê bi rê ketin û hatin bajarê Pergêya Pamfîlyayê. Hingê Yûhenna ew hiştin û vegeriya Orşelîmê.
Ew jî ji Pergêyê derbas bûn û hatin Entakya Pisîdyayê û roja Şemiyê ketin kinîştê û rûniştin.
Piştî xwendina Şerîetê û Nivîsarên Pêxemberan, serekên kinîştê rêkirin pey wan û gotin: «Birano, eger peyveke we ya cesaretê ji xelkê re hebe, kerem kin, bêjin.»
Hingê Pawlos rabû, destê xwe hilda û got: «Gelî Îsraêliyan û hûn ên din ên ku ji Xwedê ditirsin, guhdarî bikin.
Xwedayê vî gelê Îsraêl bav û kalên me bijartin û gava li welatê Misrê diman ew kirin miletekî mezin. Bi zendê xwe yê hêzdar ew ji wir deranîn
û bi qasî çil salan li çolê bîhna xwe li wan fireh kir.
Piştî ku wî li welatê Kenanê heft milet qir kirin, wî welatê wan bi mîrasî da wan.
Wê demê nêzîkî çar sed û pêncî salan kişand. Piştî vê yekê wî hukumdar dan wan, heta dema Samûêl pêxember.
Piştre wan padîşahek xwest û Xwedê Şawûlê kurê Kîş ji eşîra Binyamîn da wan û wî çil salan padîşahî kir.
Piştî ku ew ji text anî xwarê, Dawid rakir ku bibe padîşahê wan û li ser wî weha şahidî kir û got: ‹Min Dawidê kurê Yêşa, zilamekî li gor dilê xwe dît. Ewê hemû daxwazên min bîne cih.›
Ji dûndana vî mirovî Xwedê ji Îsraêl re, wek ku soz dabû, Xilaskar Îsa şand.
Hê beriya hatina wî, Yûhenna ji hemû gelê Îsraêl re imada tobekirinê hîn kir.
Gava ku Yûhenna karê xwe ber bi qedandinê ve dianî, got: ‹Di gumana we de ez kî me? Ez ne ew im. Lê va ye, yek piştî min tê, ez ne hêja me ku dûlikên çaroxa di lingê wî de vekim.›
«Gelî birayan, hûn zarokên dûndana Birahîm û yên din ên ku ji Xwedê ditirsin, ev peyva xilasiyê ji me re hatiye şandin.
Çimkî yên ku li Orşelîmê rûdinin û serekên wan ew nas nekirin, wan dîwana wî kir û ew peyvên pêxemberan ên ku her roja Şemiyê tên xwendin anîn cih.
Bi ser ku ji bo kuştina wî tu sedem nedîtin jî, ji Pîlatos xwestin ku wî bikuje.
Piştî ku wan hemû tiştên ku li ser wî hatine nivîsîn anîn cih, ew ji dar anîn xwarê û kirin gorê.
Lê Xwedê ew ji nav miriyan rakir.
Gelek rojan ji wan ên ku bi wî re ji Celîlê derketibûn Orşelîmê re xuya bû. Û niha ew li ber gelê me şahidên wî ne.
Îcar em Mizgîniya wê soza ku Xwedê ji bav û kalên me re dabû, didin we.
Wî ev soz ji bo me, yanî ji bo zarokên wan, bi rakirina Îsa anî cih. Çawa ku di Zebûra diduyan de jî hatiye nivîsîn: ‹Tu Kurê min î; Îro tu ji min re bûyî.›
Û li ser rakirina wî ya ji nav miriyan, ku ew êdî venegere rizîbûnê, wî weha gotiye: ‹Ezê sozên pîroz û dilsoz ên ku Dawid standibûn, bidim we.›
Loma di Zebûreke din de jî weha dibêje: ‹Tu nahêlî ku Pîrozê te rizîbûnê bibîne.›
«Çimkî piştî ku Dawid di dema xwe de ji bo armanca Xwedê xizmet kir, ew mir û çû ba bav û kalên xwe û riziya.
Lê ewê ku Xwedê ji mirinê rakir, rizîbûn nedît.
Ji bo vê yekê birano, bizanin ku bi destê wî, lêbihûrtina gunehan ji we re tê danbihîstin.
Û her kesê ku baweriyê bi Îsa tîne, ji wan hemû tiştên ku bi Şerîeta Mûsa we nikaribû hûn bê sûc bibin, rastdar derdikeve.
Loma hay ji xwe hebin, da ev yeka ku pêxemberan gotiye neyê serê we:
‹Binêrin, hûn ên ku tinazên xwe dikin! Şaş bimînin û helak bibin, Çimkî ez di rojên we de karekî dikim Karekî wisa, ku yek ji we re bêje jî, Hûn qet bawer nakin.› »
Çaxê ku Pawlos û Barnabas derketin derve, xelkê ji wan hêvî kir Şemiya ku bê jî li ser van tiştan ji wan re bipeyivin.
Çaxê civîna di kinîştê de belav bû, gelek Cihû û xwedêperestên ji miletên din li pey Pawlos û Barnabas çûn. Ew jî ji wan re peyivîn û ew hişk şidandin, ku tam di kerema Xwedê de bimînin.
Şemiya din, hema bêje tevahiya bajêr ji bo ku peyva Xudan bibihîze civiya.
Lê gava Cihûyan elalet dîtin, bi çavnebariyê tije bûn, çêr kirin û li hember tiştên ku Pawlos digot rabûn.
Hingê Pawlos û Barnabas, bi ziravî peyivîn û gotin: «Diviya ku pêşî peyva Xwedê ji we re bihata gotin. Madem ku hûn wê red dikin û xwe hêjayî jiyana herheyî nabînin, va ye, em jî li miletên din dizivirin.
Çimkî Xudan li me weha emir kiriye: ‹Min tu kirî ronahiya miletan, Da ku tu xilasiyê heta bi kujê dinyayê yê herî dûr bibî.› »
Gava yên ji nav miletan ev bihîst, şa bûn û pesnê peyva Xudan dan û yên ku ji bo jiyana herheyî hatibûn kifşkirin, bawerî anîn.
Bi vî awayî peyva Xudan li hemû herêmê belav bû.
Lê Cihûyan jinên xwedêperest û qedirbilind û giregirên bajêr rakirin ser piyan, tengahî dan Pawlos û Barnabas û ew derxistin derveyî herêma xwe.
Wan jî toza lingên xwe li hember wan daweşandin û hatin Qonyayê.
Îcar şagirt bi şabûnê û bi Ruhê Pîroz tije bûn.
Îcar li Qonyayê Pawlos û Barnabas wek her car ketin kinîşta Cihûyan û wisa peyivîn, ku elaleteke mezin hem ji Cihûyan û hem ji miletên din bawerî anîn.
Lê Cihûyên ku bawer nekirin, yên ji miletên din rakirin ser piyan û dilê wan li hember birayan reş kirin.
Ew demeke dirêj li wir man, ji bo Xudan bi ziravî peyivîn; Xudan jî şahidiya peyva kerema xwe dikir, bi destê wan nîşan û karên mezin çêdikirin.
Lê xelkê bajêr bûn du bend; hinekan pişta Cihûyan girt, hinekan jî ya Şandiyan.
Îcar yên ji miletên din û Cihû, bi serokên xwe ve rabûn ku êrîşî wan bikin, wan riswa bikin û bidin ber keviran.
Gava Şandî bi vê yekê hesiyan, reviyan bajarên Lîstra û Derbeyê yên Lûkayonyayê û der û dora wan.
Li wan deran jî wan Mizgînî dida.
Li Lîstrayê zilamekî şeht hebû ku li erdê rûdinişt; ew ji zikmakî ve şeht bû û tu caran rêve neçûbû.
Gava ku Pawlos dipeyivî, wî guhdariya wî dikir. Û Pawlos bi baldarî li wî nêrî û dît ku baweriya wî heye, ku sax bibe.
Hingê bi dengekî bilind got: «Rabe û li ser lingên xwe raweste.» Wî jî xwe hilavêt û dest pê kir, rêve çû.
Gava elaletê dît ku Pawlos çi kir, dengê xwe hildan û bi zimanê Lûkayonî gotin: «Îlah di şiklê mirovan de hatine jêr nav me!»
Wan ji Barnabas re got Zews, ji Pawlos re gotin Hermês, çimkî ew peyvbêjê sereke bû.
Kahînê Zewsê ku perestgeha wî li derveyî bajêr bû, ga û tacegul anîn ber dergehên bajêr, wî bi elaletê re xwest ku goriyan bide.
Gava ku Şandiyan, yanî Barnabas û Pawlos ev yek bihîstin, wan cilên xwe çirandin, bi nav elaletê ve bezîn, qîriyan û gotin:
«Camêrno, hûn çima wisa dikin? Em jî wek we mirov in, evdên Xwedê ne; em Mizgîniyê ji we re tînin, da ku hûn ji van tiştên pûç li wî Xwedayê jîndar vegerin, yê ku erd û ezman, derya û hemû tiştên ku di wan de ne, afirandine.
Di dema nifşên bihûrî de, wî hişt ku her milet li riya xwe here.
Dîsa jî wî xwe bê şahidî nehişt, qencî kir û ji ezmên baran û demsalên berdar dan we; bi xwarinê hûn têr kirin û dilê we tije şabûn kir.»
Bi van peyvan, wan bi zorê kir ku elalet ji bo wan goriyan nede.
Lê Cihû ji Entakya û Qonyayê hatin û elalet kişandin aliyê xwe. Hingê wan Pawlos dan ber keviran, ew kaş kirin derveyî bajêr û gotin qey miriye.
Lê gava ku şagirtan dora wî girt, ew rabû û çû nav bajêr. Dotira rojê ew bi Barnabas re çû Derbeyê.
Piştî ku wan Mizgînî da wî bajarî û gelek kes kirin şagirt, ew vegeriyan Lîstra, Entakya û Qonyayê.
Wan dilê şagirtan xurt dikir û ew dişidandin ku di baweriyê de bimînin û gotin: «Divê em di gelek tengahiyan re derbas bibin û bikevin Padîşahiya Xwedê.»
Piştî ku wan ji bo her civînê rihspî rakirin, bi dua û rojîgirtinê ew spartin wî Xudanê ku bawerî pê anîbûn.
Piştre di Pisîdyayê re derbas bûn û hatin Pamfîlyayê.
Li Pergêyê jî peyva Xwedê gotin û berjêr bûn, çûn Entalyayê.
Ji wir ew bi gemiyê vegeriyan Entakyayê, wê dera ku ji bo vî karê ku anîbûn serî, li kerema Xwedê hatibûn spartin.
Gava hatin, wan civîna bawermendan kom kir û hemû tiştên ku Xwedê bi destê wan kiribûn û çawa deriyê baweriyê li ber miletan vekiribû, tev gotin.
Û ew demeke dirêj li wir bi şagirtan re man.
Hinek kesên ku ji Cihûstanê daketibûn Entakyayê, hînî birayan dikirin û digotin: «Eger hûn li gor adeta Mûsa sinet nebin, hûn nikarin xilas bibin.»
Îcar piştî ku wan û Pawlos û Barnabas gelek hev birin û anîn û devjenî kirin, hingê birayan biryar da ku Pawlos, Barnabas û hinekên din hilkişin Orşelîmê, da ku ji bo vê yekê bi şandî û rihspiyan re bipeyivin.
De îcar civînê ew bi rê kirin. Çaxê di Fînîkya û Sameryayê re derbas dibûn, li ser zivirîna miletan a li Xwedê digotin û hemû bawermend pirr şa dikirin.
Çaxê gihîştin Orşelîmê, ji aliyê civînê, şandî û rihspiyan ve hatin qebûlkirin û hemû tiştên ku Xwedê bi destê wan kiribûn, gotin.
Lê hinek bawermendên ku ji mezheba Fêrisiyan bûn, rabûn û gotin: «Divê ku ew bên sinetkirin û emir li wan bê kirin ku Şerîeta Mûsa pêk bînin.»
Şandî û rihspî ji bo ku li ser vê pirsê bipeyivin civiyan.
Piştî gotûbêjeke dirêj, Petrûs rabû û got: «Birano, hûn dizanin ku berî niha Xwedê ji nav we ez bijartim, da ku miletên din peyva Mizgîniyê ji min bibihîzin û baweriyê bînin.
Û Xwedayê ku bi dilê mirov dizane, çawa ku Ruhê Pîroz da me, wisa da wan jî û ew erêkirin.
Wî dilê wan bi baweriyê paqij kir û tu cihêtî nexist navbera me û wan.
Îcar çima hûn Xwedê diceribînin û nîrekî wisa datînin ser stûyê şagirtan, ku ne bav û kalên me û ne jî me dikaribû ku em hilgirin?
Na, lê em bawer dikin, çawa ku em bi kerema Xudan Îsa xilas dibin, wisa jî ew xilas dibin.»
Hingê tevahiya civînê bêdeng ma û guhê xwe dan gotinên Barnabas û Pawlos, yên ku Xwedê bi destê wan gelek nîşan û karên mezin di nav miletên din de kiribûn.
Piştî ku wan peyivîna xwe xilas kir, Aqûb bersîv da û got: «Birano, guhê xwe bidin min.
Şimûn got ku çawa Xwedê pêşî hat serdana miletên din, da ku ji nav wan xelkekî ji bo navê xwe rake.
Ev yek peyvên pêxemberan jî digire, wek ku hatiye nivîsîn:
‹Piştî vê yekê ezê vegerim, Û konê Dawid ê ketî dîsa vegirim, Derên wî yên hilweşiyayî careke din ava bikim Û dîsa rakim.
Da ku hemû mirovên bi şûn de mayî Û hemû miletên mayî yên ku navê min li ser wan e, Li Xudan bigerin.
Ew Xudanê ku ji berê ve ev tişt dane zanîn, vê dibêje.›
«Ji ber vê yekê, ez gihîştim vê biryarê ku divê em, wan ên ku ji miletên din li Xwedê dizivirin nedin tengiyê.
Lê em ji wan re binivîsin ku xwe ji tiştên ku bi pêşkêşkirina ji pûtan re murdar bûne, ji fuhûşiyê, ji heywanên mirar û ji xwînê dûr bixin.
Çimkî hê ji demên bihûrtî ve di her bajarî de, Şerîeta Mûsa tê hînkirin û her roja Şemiyê di kinîştan de tê xwendin.»
Hingê di çavên şandî û rihspiyan û tevahiya civînê de qenc xuya bû ku ji nav xwe zilaman bibijêrin û bi Pawlos û Barnabas re bişînin Entakyayê. Wan, Cihûdayê ku jê re dibêjin Barsabas û Sîlas, yên ku di nav birayan de sereke bûn, şandin.
Bi destê wan ev name nivîsîn: «Birayên we şandî û rihspî, silavan li bawermendên ji miletên din ên li Entakya, Sûriye û li Kîlîkyayê dikin.
Me bihîst ku hin kesên ji nav me derketine, ku me li wan tembîh nekiriye, bi peyvên xwe hûn reht kirine û serê we tevlihev kirine.
Ji bo vê yekê me hemûyan bi hev re biryar da ku em çend kesan bibijêrin û bi birayên xwe yên hezkirî Barnabas û Pawlos re bişînin ba we.
Wan herduyan di ber navê Xudanê me Îsa Mesîh de mirin dane ber çavên xwe.
Loma me Cihûda û Sîlas şandin, ku ewê bi dev jî eynî tiştan ji we re bêjin.
Çimkî ji Ruhê Pîroz û ji me re jî qenc hat dîtin ku em ji van tiştên ku pêwist in pê ve, barekî din daneynin ser pişta we.
Îcar hûn xwe ji tiştên ku bi pêşkêşkirina ji pûtan re murdar bûne, ji xwînê, ji heywanên mirar û ji fuhûşiyê dûr bixin. Eger hûn xwe ji van tiştan biparêzin, hûnê qenc bikin. Di aştiyê de bimînin.»
Îcar ew hatin şandin û daketin Entakyayê. Wan tevahiya komê civand û name dan wan.
Gava wan xwend, bi handana wê şa bûn.
Cihûda û Sîlas, ku ew bi xwe jî pêxember bûn, bi gelek peyvan cesaret û hêz dan birayan.
Piştî ku ew demekê li wir man, birayan bi aştî ew bi rê kirin ba yên ku ew şandibûn.
Lê Pawlos û Barnabas li Entakyayê man û bi gelekên din re peyva Xudan hîn kirin û Mizgînî dan.
Piştî çend rojan Pawlos ji Barnabas re got: «Were, em vegerin û herin her bajarê ku me peyva Xudan tê de daye bihîstin, serekî bidin xwişk û birayan û bibînin ku ew çawa ne.»
Barnabas xwest Yûhennayê ku jê re dibêjin Marqos jî bi xwe re bibe.
Lê Pawlos qenc nedît yê ku li Pamfîlyayê ji wan veqetiya û bi wan re hew xebitî, bi xwe re bibin.
Îcar devjeniyeke dijwar ket nav wan, wisa ku ji hev veqetiyan. Barnabas Marqos hilda û bi gemiyê çû Qibrisê.
Lê Pawlos Sîlas bijart û ket rê; birayan ew spartin kerema Xudan.
Ew li Sûriye û Kîlîkyayê digeriyan û hêz didan civînan.
Hingê Pawlos hat Derbe û Lîstrayê jî. Li wir şagirtek hebû ku navê wî Tîmotêyos bû. Ew kurê jineke Cihû ya bawermend bû; lê bavê wî ne Cihû bû.
Birayên ku li Lîstra û Qonyayê bûn, li ser wî bi qencî dipeyivîn.
Pawlos xwest ku ew bi wî re bê; ew hilda û ji ber Cihûyên wan deran ew sinet kir; çimkî hemûyan dizanibû ku bavê wî ne Cihû bû.
Gava ku di bajaran re derbas dibûn, biryarên ku li Orşelîmê ji aliyê şandî û rihspiyan ve hatibûn dayîn, didan wan, da ku wan pêk bînin.
Bi vî awayî civînên bawermendan di baweriyê de xurt dibûn û roj bi roj hejmara wan zêde dibû.
Ew di herêma Firîgya û Galatyayê re derbas dibûn, çimkî Ruhê Pîroz nehişt ku peyva Xwedê li herêma Asyayê bêjin.
Çaxê ew hatin pêşberî Mîsyayê, xwestin ku herin herêma Bîtînyayê, lê Ruhê Îsa destûr neda wan.
Di ber Mîsyayê re derbas bûn, daketin Troyayê.
Bi şev Pawlos di dîtiniyekê de dît ku zilamekî Mekedonî radiwesta, ji wî lava dikir û digot: «Derbasî Mekedonyayê bibe û alîkariya me bike.»
Gava wî ev dîtinî dît, di cih de em xebitîn ku em herin Mekedonyayê. Me jê derxist ku Xwedê gazî me dike ku em Mizgîniyê bidin wan.
Em ji Troyayê bi gemiyê derketin û sererast çûn Samotraxê. Dotira rojê em gihîştin Nêyapolîsê.
Em ji wir çûn Filîpyayê, ku ev der bajarekî sereke yê Mekedonyayê ye û koloniyeke Romayê ye. Em li vî bajêrî çend rojan man.
Roja Şemiyê em di dergehê bajêr re derketin û çûn ber lêva çem, çimkî em difikirîn ku li wir cihekî duakirinê heye. Em rûniştin û bi jinên ku li wir civiyabûn re peyivîn.
Di nav wan de jineke xwedêperest a ku navê wê Lîdya bû guhdariya me dikir. Ew ji bajarê Tiyatîrayê bû û cilên binefşî difirotin. Xudan dilê wê vekir, da ku bi baldarî guhê xwe bide tiştên ku Pawlos digotin.
Çaxê ew û maliyên xwe imad bûn, wê ji me hêvî kir û got: «Eger hûn min bawermendeke Xudan dihesibînin, kerem kin, werin mala min û li wir bimînin.» Û zor li me kir, em birin.
Û rojekê, çaxê em diçûn cihê duakirinê, keçikeke xizmetkar a ku ruhê falbaziyê pê re hebû, rastî me hat. Wê bi falvekirinê ji xwediyên xwe re gelek pere dida qezenckirin.
Keçik li pey me û Pawlos dihat û bi qîrîn digot: «Ev mirovên ha xizmetkarên Xwedayê Herî Berz in, ew riya xilasiyê bi we didin zanîn.»
Keçikê bi rojan ev yek kir. Lê li zora Pawlos çû, zivirî û ji ruh re got: «Ez bi navê Îsa Mesîh li te emir dikim, ji wê derkeve.» Û hema wê gavê ruh ji wê derket.
Îcar gava ku xwediyên wê dîtin ku hêviya wan a qezenckirina peran ji dest derket, wan Pawlos û Sîlas girtin, kaş kirin meydana sûkê, ba serweran.
Çaxê ew anîn ba serwerên bajêr, wan got: «Ev mirovên ha bajarê me tevlihev dikin, ev Cihû ne
û adetên ku ji bo me Romayiyan çênabin ku em bikin, an qebûl bikin, hîn dikin.»
Hingê elaletê jî êrîşî wan kir, serdarên bajêr cilên ser wan dan çirandin û emir kirin ku bi daran li wan bixin.
Piştî ku gelek li wan xistin, ew avêtin zîndanê û li qerdiyan emir kirin ku baş çavnêriya wan bike.
Li ser vê emirkirinê, wî ew kirin hucreya hundir û lingên wan qeyd kirin.
Li dora nîvê şevê Pawlos û Sîlas dua dikirin û ji Xwedê re lavije digotin. Girtiyan jî guhdariya wan dikir.
Ji nişkê ve erdhejîneke wisa mezin çêbû ku bingehên girtîgehê veleqiyan. Û di cih de hemû derî û zincîrên her kesî vebûn.
Çaxê qerdiyan hişyar bû û dît ku deriyên zîndanê vekirî ne, şûrê xwe kişand û dikir ku xwe bikuje. Çimkî wî got qey hemû girtî reviyane.
Lê Pawlos bi dengekî bilind gazî kir û got: «Nebe tu xwe bikujî; em hemû li vir in!»
Qerdiyan ronahî xwest û ket hundir, lerizî û xwe avêt ber Pawlos û Sîlas.
Wî ew anîn derve û got: «Ezbenî, ez çi bikim, da ku ez xilas bibim?»
Wan jî bersîv da û gotin: «Baweriya xwe bi Xudan Îsa bîne, tu û mala te jî hûnê xilas bibin.»
Û wan peyva Xudan ji wî û ji hemûyên li mala wî re gotin.
Hema di wê saeta şevê de, wî ew birin û birînên wan şuştin. Û di cih de ew û hemû maliyên wî imad bûn.
Wî ew derxistin mala xwe, sifre li ber wan danî. Ew gelek şa bû ku wî û tevahiya mala wî bawerî bi Xwedê anîn.
Çaxê bû roj, serwerên bajêr wezîfedar şandin û gotin: «Wan mirovan berdin.»
Hingê qerdiyan ev yek ji Pawlos re got: «Serwerên bajêr xeber şandin ku hûn bên berdan; de îcar derkevin û bi silamet herin.»
Lê Pawlos li wan vegerand û got: «Em ên ku hemwelatiyên Romayî ne, bêyî ku dîwana me bê kirin, li ber xelkê li me xistin û em avêtin zîndanê. Niha bi dizî me derdixin? Na, ev yek çênabe! Bila ew bi xwe bên û me derxin.»
Hingê wezîfedaran ev peyv ji serdarên bajêr re gotin. Gava wan bihîst ku ew hemwelatiyên Romayî ne, tirsiyan.
Hatin, hêvî ji wan kirin, ew deranîn û ji wan xwestin ku ji bajêr derkevin.
Piştî ku ji zîndanê derketin, çûn mala Lîdyayê. Li wir xwişk û bira dîtin, han dan wan û çûn.
Piştî ku Pawlos û Sîlas di Amfîpolîs û Apolonyayê re derbas bûn, hatin Selanîkê. Li wir kinîşteke Cihûyan hebû.
Û Pawlos, wek ku ji xwe re kiribû adet, çû ba wan û sê rojên Şemiyan li ser Nivîsarên Pîroz bi wan re peyivî.
Ji wan re şîrove kir û îspat kir ku diviya Mesîh cefa bikişanda û ji nav miriyan rabûya û got: «Ev Îsayê ku ez ji we re didim bihîstin, Mesîh e.»
Hinek ji wan, komeke mezin ji Yewnaniyên xwedêperest û hinek jinên xuyayî bawer kirin û beşdarî Pawlos û Sîlas bûn.
Lê Cihûyan çavnebariya wan kir, ji xelkên çarşiyê, hin mirovên xerab kişandin aliyê xwe, elaletek civandin û di bajêr de laleşe çêkirin, êrîşî mala Yason kirin û lê digeriyan ku wan derxin ber xelkê.
Lê çaxê Pawlos û Sîlas nedîtin, wan Yason û çend birayên din kaş kirin ber serwerên bajêr û bi qîrîn gotin: «Ev mirovên ku dinya serobino kirine, hatine vir jî
û Yason ew hewandine mala xwe. Ev hemû li hember qanûnên Qeyser radibin û dibêjin: ‹Padîşahekî din heye, navê wî Îsa ye.›»
Gava elaletê û serwerên bajêr ev gotin bihîstin, hişê wan tevlihev bû û
piştî ku ji Yason û yên din kefîltî standin, ew berdan.
Hema wê şevê birayan Pawlos û Sîlas şandin Beroyayê. Çaxê ew gihîştin wir, ew çûn kinîşta Cihûyan.
Ev mirovên li wir ji yên li Selanîkê bêtir hişvekirî bûn. Wan peyv ji dil û can qebûl kir û her roj li ser Nivîsarên Pîroz lêkolîn kirin, ka gelo ev tişt wisa ne.
Îcar gelekan ji wan bawerî anî, di nav wan de jinên Yewnanî yên qedirbilind û mêr jî ne kêm bûn.
Lê gava Cihûyên Selanîkê hîn bûn ku Pawlos peyva Xwedê li Beroyayê jî daye bihîstin, ew hatin wê derê jî, elalet têkdan û rakirin ser piyan.
Hingê birayan di cih de Pawlos şand ku here ber deryayê, lê Sîlas û Tîmotêyos hê li wir man.
Yên ku ew birin, ew anîn heta Atînayê. Piştî ku ji Pawlos emir standin ku Sîlas û Tîmotêyos zûka herin ba wî, ew paş ve vegeriyan.
Çaxê Pawlos li Atînayê li benda wan bû û dît ku bajar bi pûtan tije ye, ruhê wî aciz bû.
Îcar li kinîştê ew bi Cihûyan û bi Yewnaniyên xwedêperest re, li çarşiyê jî her roj rastî kê bihata bi wan re diket peyivînê.
Hin fîlozofên Êpîkûrî û hinên Stoayî jî bi wî re gotûbêj kirin. Hinekan got: «Evê kelkelo dixwaze çi bêje?» Hinekên din jî gotin: «Wisa xuya dibe ku ew xwedayên xerîb dide naskirin.» Çimkî Pawlos li ser Îsa û li ser vejînê mizgînî dida
Wan ew girt û anîn Aryopagosê û gotin: «Gelo em dikarin bizanin, ev hîndariya nû ya ku tu didî naskirin çi ye?
Tu hin tiştên xerîb tînî guhên me û loma em dixwazin bizanin ku ev tê çi manê.»
Hemû Atînayî û xerîbên ku li wir diman, ji gotin û bihîstina tiştên nû pê ve, dema xwe bi tiştên din derbas nedikirin.
Hingê Pawlos li navenda civîna Aryopagosê rawesta û got: «Gelî zilamên Atînayî, ez we ji her awayî ve gelek dîndar dibînim.
Çaxê ez di nav bajêr de digeriyam û min qenc li tiştên ku hûn diperizinê nêrî, min di nav wan de gorîgehek dît ku li ser nivîsîbû: JI XWEDAYÊ NENAS RE. Îcar vî yê ku hûn bi nezanî diperizinê, ez bi we didim naskirin.
Xwedayê ku dinya û hemû tiştên ku tê de ne çêkiriye, ewê ku Xudanê erd û ezmên e, di perestgehên ku bi destê mirov hatine çêkirin de rûnane.
Wek ku ew hewcedarê tiştekî be, bi destê mirovan ji wî re xizmet nayê kirin; çimkî yê ku jiyan, hilm û her tiştî dide hemûyan, ew e.
Ji bavekî, wî hemû miletên dinyayê afirandin û zemanên wan û sînorên dera ku ew lê dijîn, kifş kir ku ew li ser hemû rûyê erdê rûnin.
Wî ev yek kir ku ew li wî bigerin û eger îmkan hebe bi destpelînkê wî bibînin, lê ew ji tu kesî ji me ne dûr e.
Çimkî em bi wî dijîn, bi wî dilivin û bi wî hene. Çawa ku hin ji hozanên we jî gotine: ‹Em jî ji dûndana wî ne.›
«Îcar ji ber ku em ji dûndana Xwedê ne, divê em nefikirin ku Xwedê wek zêr, zîv, an wek kevirê ku bi hiş û hunerê mirov hatiye çêkirin e.
Xwedê çavên xwe li demên nezanînê neqand, lê niha ew li her derê li hemû mirovan emir dike ku tobe bikin.
Çimkî wî rojek kifş kiriye û ewê di wê rojê de bi destê zilamê ku wî destnîşan kiriye bi dadperwerî dîwana dinyayê bike. Bi rakirina wî ya ji nav miriyan wî ewlehî da hemûyan, ku ji bo vî karî ew mirov hatiye destnîşankirin.»
Gava vejîna miriyan bihîstin, hinekan tinazên xwe kirin; lê yên din gotin: «Emê li ser vê yekê careke din guhê xwe bidin te».
Bi vî awayî Pawlos ji nav wan derket.
Lê hinek beşdarî wî bûn û bawerî anîn. Di nav wan de Diyonîsiyosê endamê Aryopagosê û jineke ku navê wê Damerîs bû û hinekên din hebûn.
Piştî van tiştan Pawlos ji Atînayê derket û çû Korîntê.
Li wir Cihûyek ku navê wî Akîlas bû dît, ku bi eslê xwe ji Pontosê bû. Ew bi pîreka xwe Priskîla re nû ji Îtalyayê hatibû. Çimkî Qeyser Klawdyos ferman dabû ku hemû Cihû ji Romayê derkevin. Pawlos çû ba wan
û ji ber ku pîşeyê wî eynî bû, li ba wan ma û bi wan re xebitî. Karê wan konçêkerî bû.
Her roja Şemiyê ew li kinîştê diket peyivînê û dixebitî ku baweriya Cihû û Yewnaniyan bîne.
Çaxê Sîlas û Tîmotêyos ji Mekedonyayê hatin, Pawlos xwe bi tevahî da hînkirina peyvê û ji Cihûyan re şahidî dikir ku Mesîh, Îsa ye.
Îcar gava ku ew li hember derketin û çêrî wî kirin, wî cilên xwe daweşandin û got: «Bila xwîna we di stûyê we de be! Ez bêrî me. Ji niha û pê ve ezê herim ba miletan.»
Hingê ew ji kinîştê derket û çû mala mirovekî ku navê wî Tîtos Yûstos bû. Ew xwedêperest bû û mala wî li kêleka kinîştê bû.
Serekê kinîştê Krîspos, bi tevahiya maliyên xwe ve bawerî bi Xudan anî. Gelek Korîntiyên ku peyva Pawlos dibihîstin, bawerî dianîn û imad dibûn.
Şevekê di dîtiniyekê de Xudan ji Pawlos re got: «Netirse, bipeyive û bêdeng nemîne.
Çimkî ez bi te re me û tu kes destê xwe dirêjî te nake ku te biêşîne. Ji ber ku li vî bajarî gelek gelê min heye.»
Ew li wê derê salekê û şeş mehan ma; wî di nav wan de peyva Xwedê hîn dikir.
Îcar çaxê ku Galiyos li Axayayê walî bû, Cihû bûn yek, li hember Pawlos rabûn û ew derxistin ber dîwanê.
Wan got: «Evê ha baweriya mirovan tîne ku bi riyên li hember qanûnê biperizin Xwedê.»
Gava Pawlos dikir ku bipeyive, Galiyos ji Cihûyan re got: «Eger mesele neheqî an sûcekî xerab bûya, Cihûno, ji xwe minê guhê xwe bida giliyên we.
Madem ku mesele li ser peyv, nav û qanûna we ye, hûn bi xwe lê binêrin. Ez naxwazim bibim dadgerê van tiştan.»
Û wî ew ji dîwanê deranîn.
Hingê hemûyan serekê kinîştê Sostênîs girt û li ber dîwanxanê lê xistin. Lê qet ne xema Galiyos bû.
Piştî ku Pawlos gelek rojan li wê derê ma, xatir ji bawermendan xwest û bi gemiyê berê xwe da aliyê Sûriyê. Priskîla û Akîlas jî bi wî re bûn. Wî li Kenxêryayê porê xwe kur kir, çimkî nedreke wî hebû.
Çaxê ew gihîştin Efesê, wî ew li wê derê hiştin, ew bi xwe çû hundirê kinîştê û bi Cihûyan re ket peyivînê.
Gava wan jê xwest ku ew hê demeke dirêj bimîne, ew razî nebû.
Lê çaxê xatir ji wan xwest, got: «Xwedê hez bike, ezê dîsa vegerim ba we.» Piştre bi gemiyê ji Efesê derket.
Gava hat Qeyseriyê, hilkişiya Orşelîmê, silav li civînê kir û daket Entakyayê.
Piştî ku Pawlos demekê li wir ma, derket rê, li herêma Galatya û Firîgyayê cih bi cih çû her derê û hêz da hemû şagirtan.
Îcar Cihûyekî ku navê wî Apolos bi eslê xwe ji Skenderyayê û zanebêj bû, hat Efesê. Wî Nivîsarên Pîroz qenc dizanibû.
Di Riya Xudan de hatibû perwerdekirin, bi kelegermiya ruh li ser Îsa rast dipeyivî û hîn dikir, lê tenê imadkirina Yûhenna dizanibû.
Wî dest pê kir, li kinîştê bi ziravî peyivî. Gava Priskîla û Akîlas ew bihîstin, ew birin ba xwe û riya Xwedê hê rastir ji wî re şîrove kirin.
Gava Apolos xwest ku here Axayayê, birayan cesaret danê û ji bo ku wî qebûl bikin name ji şagirtan re nivîsîn. Îcar gava gihîşt wê derê, wî gelek alîkariya wan ên ku bi keremê bawerî anîbûn kir.
Çimkî wî bi eşkereyî dengê Cihûyan dibirrî û bi Nivîsarên Pîroz nîşan dida ku Mesîh, Îsa ye.
Îcar gava ku Apolos hê li Korîntê bû, Pawlos di herêmên navîn re derbas bû û hat Efesê û li wir çend şagirt dîtin.
Wî ji wan re got: «Ma gava ku we bawerî anî, we Ruhê Pîroz stand?» Wan lê vegerand û gotin: «Na, me qet nebihîstiye jî ku Ruhê Pîroz heye.»
Hingê wî got: «Lê hûn bi çi imadê hatine imadkirin?» Wan got: «Bi imada Yûhenna.»
Pawlos got: «Imada Yûhenna li ser tobekirinê bû û ji xelkê re digot ku baweriyê bi wî yê ku piştî wî tê bînin, yanî bi Îsa.»
Îcar gava ku ev bihîstin, bi navê Xudan Îsa imad bûn.
Çaxê Pawlos destên xwe danîn ser wan, Ruhê Pîroz hat ser wan, bi zimanên din peyivîn û pêxemberîtî kirin.
Ew hemû li dora diwanzdeh zilaman bûn.
Pawlos ket kinîştê, bi qasî sê mehan bi wêrekî peyivî, li ser Padîşahiya Xwedê ket peyivînê û baweriya mirovan dianî.
Çaxê hinekan serhişkî kir, bawer nekirin û li ber xelkê bi xerabî li ser Riyê peyivîn, wî dev ji wan berda, şagirt ji wan veqetandin û her roj di dersxana Tîranos de diket peyivînê.
Vê yekê bi qasî du salan kişand; bi vî awayî hemû yên ku li herêma Asyayê rûdiniştin, hem Cihû û hem jî miletên din peyva Xudan bihîstin.
Xwedê bi destê Pawlos gelek kerametên nedîtî kirin.
Heta, çaxê ew destmal û pêşmalên ku li wî ketibûn ji nexweşan re dibirin, nexweşiya wan diçû û ruhên xerab ji wan derdiketin.
Îcar di nav Cihûyan de hin gerokên ku cin derdixistin, dest pê kirin li ser yên ku bi ruhên xerab ketibûn, gazî navê Xudan Îsa kirin û gotin: «Ez bi navê Îsayê ku Pawlos dide bihîstin, li we emir dikim ku hûn derkevin.»
Heft kurên serekkahînekî Cihûyan ê bi navê Skêwa, ev yek dikirin.
Lê ruhê xerab li wan vegerand û got: «Ez Îsa nas dikim û bi Pawlos jî dizanim, lê hûn kî ne?»
Hingê mirovê ku ruhê xerab pê re bû xwe avêt ser wan, zora hemûyan bir, wisa ku ew tazî û birîndar ji wê malê derketin.
Çaxê ev yek ji aliyê hemû Cihû û miletên din ên ku li Efesê rûdiniştin ve hat bihîstin, tirs ket ser hemûyan û navê Xudan Îsa hat bilindkirin.
Gelek ji wan ên ku bawerî anîbûn, dihatin, gunehên xwe eşkere dikirin û kirinên xwe digotin.
Gelek ji wan ên ku sêrbazî dikirin, kitêbên xwe civandin û li ber hemûyan şewitandin. Bihayê wan kitêban hat hesabkirin, pêncî hezar zîv digirt.
Bi vî awayî peyva Xudan hê bêtir belav dibû û hêzdar dibû.
Piştî ku ev tişt çêbûn, Pawlos di ruh de biryar da ku di Mekedonya û Axayayê re derbas bibe û here Orşelîmê. Wî got: «Piştî ku ez herim wê derê, divê ez Romayê jî bibînim.»
Wî du alîkarên xwe, Tîmotêyos û Erastos şandin Mekedonyayê û ew bi xwe demeke din jî li herêma Asyayê ma.
Di wê demê de xirecirek ne hindik li ser Riyê derket.
Mirovekî zîvker ku navê wî Dîmîtriyos bû, ji zîv perestgehên biçûk ên Artemîsê çêdikirin û bi vê yekê gelek kar ji pîşekaran re derdixist.
Dîmîtriyos ev kesên ha û yên ku bi karên weha ve mijûl dibûn li hev civandin û got: «Gelî hevalan, hûn dizanin ku dewlemendiya me ji vî karî ye.
Hûn dibînin û dibihîzin ku ne tenê li Efesê, hema bêje li tevahiya herêma Asyayê, ev Pawlosê ha dibêje: ‹Yên ku bi destan hatine çêkirin ne xwedê ne› û wî baweriya gelek mirovan aniye û ji rê derxistine.
Îcar talûke ne tenê ew e ku ev pîşeyê me ji giramiya xwe dikeve, lê ev e ku perestgeha xwedaya mezin Artemîs bi tiştekî nayê hesabkirin û mezinahiya wê ya ku li tevahiya herêma Asya û li dinyayê tê perizîn, bêqedir dibe.»
Gava ev yek bihîstin, ew bi hêrsê tije bûn û bi qîrîn gotin: «Artemîsa Efesiyan mezin e!»
Bajar tevlihev bû, hevalriyên Pawlos, Gayos û Erîstarxosê Mekedonî bi xwe re kaş kirin û tev bi hev re zêriyan ber tiyatroyê.
Pawlos xwest ku bikeve nav elaletê, lê şagirtan nehişt.
Hin serwerên herêma Asyayê, yên ku dostên wî bûn, xeber jê re şandin û jê hêvî kirin ku neçe tiyatroyê.
Îcar hinekan tiştek, hinekên din jî tiştekî din diqîriyan; çimkî elalet tevlihev bû û gelekan ji wan nizanibû ku ji bo çi kom bûne.
Hinekan ji elaletê, Skenderê ku Cihûyan dabû pêş, derxistin navendê. Skender destê xwe bilind kir û xwest ku li hember elaletê xwe biparêze.
Lê çaxê fêm kirin ku ew Cihû ye, bi qasî du saetan tev bi hev re qîriyan û gotin: «Artemîsa Efesiyan mezin e!»
Îcar çaxê nivîskarê bajêr elalet bêdeng kir, got: «Gelî Efesiyan! Ma li vir kî heye ku nezane bajarê Efesê parêzgerê perestgeha Artemîsa mezin û parêzgerê kevirê wê yê ku ji ezmên hatiye xwarê ye?
Ji xwe ev tişt nayên înkarkirin. Îcar divê hûn bêdeng bin û tiştekî bêtedbîr nekin.
Ev zilamên ku we anîne vir ne dizên perestgehê ne û ne jî çêrî xwedaya me kirine.
Îcar, eger giliyê Dîmîtriyos û pîşekarên bi wî re, li hember kesekî hebe, dadgeh vekirî ne û walî hene. Bila ew hevdû sûcdar bikin.
Lê eger hûn ji wê zêdetir tiştekî bixwazin, bila di civîna resmî de lê bê nêrîn.
Çimkî talûke ev e ku ji bo van tiştên ku îro çêbûne, em dikarin bi serhildanekê bên sûcdarkirin û ji ber ku sedem tune, em nikarin hesabê vê tevliheviyê jî bidin.»
Piştî ku wî ev got, civîn belav kir.
Piştî ku hengame rawesta, Pawlos şand pey şagirtan, cesaret da wan, xatir ji wan xwest û berê xwe da riya Mekedonyayê.
Çaxê di van herêman re derbas bû bi gelek peyvan cesaret da bawermendan û hat Yewnanistanê.
Ew sê mehan li wê derê ma. Gava wî karê xwe kir ku here Sûriyê, Cihûyan li hember wî gêrûfenek çêkir. Loma wî biryar da ku di riya Mekedonyayê re vegere.
Ji Beroyayê Sopatrosê kurê Pîros, ji Selanîkiyan Erîstarxos û Sêkûndos, Gayosê Derbeyî û Tîmotêyos û ji herêma Asyayê Tixîkos û Trofîmos bi wî re rêwîtî kirin.
Ev berî me çûbûn û li Troyayê li benda me bûn.
Em jî piştî rojên Cejna Nanê Şkeva bi gemiyê ji Filîpyayê bi rê ketin û di pênc rojan de li Troyayê gihîştin ba wan. Em li wir heft rojan man.
Di roja pêşî ya heftiyê de, çaxê em civiyan ku nên bişikênin, Pawlos bi wan re dipeyivî û ji ber ku wî dixwest dotira rojê biçûya, peyivîna xwe heta nîvê şevê dirêj kir.
Li oda jorîn a ku em lê civiyabûn, gelek qendîl hebûn.
Xortekî ku navê wî Eytûxos bû di pencerê de rûdinişt, ket xeweke giran. Pawlos peyivîna xwe gelek dirêj kir, Eytûxos bi xewê ve çû, ji qata sisiyan ket xwarê û miriyî hat hildan.
Lê Pawlos çû jêr, bi ser wî de xwar bû, ew himbêz kir û got: «Nekin qîrîn, ruh hatê.»
Piştre Pawlos derket jorê, nan şikand û xwar, heta ku roj derket bi wan re dûr û dirêj peyivî û rabû çû.
Û xort saxbûyî anîn hundir û gelek dilşa bûn.
Em li gemiyê siwar bûn û ber bi Asosê ve çûn. Niyeta me ew bû ku em ji wir Pawlos bistînin gemiyê. Çimkî wî biryar dabû ku peya here.
Ew li Asosê hat pêşiya me, me ew hilda gemiyê û em gihîştin Mitîlînê.
Em ji wê derê bi gemiyê çûn û dotira rojê em gihîştin pêşberî Xiyosê. Roja din em di Samosê re derbas bûn û dotira rojê gihîştin Mîletosê.
Çimkî Pawlos biryar dabû ku bi gemiyê bêrawestin di ber Efesê re derbas bibe, da ku dema xwe li herêma Asyayê nebihûrîne. Wî dilezand, ku eger çêbe, di Roja Pentîkostê de li Orşelîmê be.
Pawlos ji Mîletosê xeber şand Efesê û rihspiyên civînê gazî ba xwe kirin.
Çaxê ew hatin ba wî, wî ji wan re got: «Hûn bi xwe dizanin, ji roja pêşî ve gava ku min lingê xwe avêtiye herêma Asyayê heta niha, ez çawa di nav we de rabûm û rûniştim.
Min bi hemû dilnizmî û bi hêstirên çavan di nav wan ceribandinên ku ji gêrûfenên Cihûyan hatin serê min, ji Xudan re xizmet kir.
Min xwe ji gotina tu tiştên ku ji bo we kêr tên neda paş, lê min hem bi eşkereyî hînî we kir û hem jî ez mal bi mal geriyam.
Min hem ji Cihû û hem ji miletên din re şahidî kir ku li Xwedê vegerin û baweriyê bi Xudanê me Îsa bînin.
Û va ye, niha ez bi daxwaza Ruh girêdayî diçim Orşelîmê û ez nizanim li wir wê çi bê serê min.
Bi tenê ez dizanim ku Ruhê Pîroz li her bajarî ji min re şahidiyê dike ku zincîr û tengahî li benda min in.
Lê belê ez tu qîmetê nadim xwe bi xwe; armanca min bi tenê ev e ku ez berpirsiyariya xwe û wê xizmeta ku min ji Xudan Îsa standiye bînim serî, ku ez şahidiya Mizgîniya kerema Xwedê bikim.
«Va ye, ez dizanim, hûn hemû yên ku ez di nav we de geriyam û min Padîşahî da bihîstin, êdî hûn rûyê min nabînin.
Ji ber vê yekê di roja îro de ez ji we re şahidiyê dikim ku ez ji xwîna her kesî bêrî me.
Çimkî min xwe neda paş, min hemû daxwaza Xwedê ji we re got.
Îcar hay ji xwe û ji hemû keriyê ku Ruhê Pîroz hûn di nav de kirine çavdêr, hebin. Şivantiya civîna bawermendan a Xwedê bikin a ku wî bi xwîna Kurê xwe bi dest xistiye.
Ez dizanim piştî çûyîna min, gurên har ên ku ber kerî nakevin, wê bikevin nav we.
Heta ji nav we bi xwe jî zilam wê derkevin û tiştên xwarûvîç bêjin, da ku şagirtan li pey xwe bibin.
Ji ber vê yekê hişyar bimînin, ji bîr nekin ku sê salan bi şev û bi roj, bi hêstirên çavan min dev ji hişyarkirina her yekî ji we berneda.
Û niha ez we dispêrim Xwedê û peyva kerema wî. Ew peyv dikare we ava bike û di nav hemûyên ku hatine pîrozkirin de mîrasê bide we.
Min çav neda zîv an zêr an cilên tu kesî.
Hûn bi xwe dizanin ku ev destên ha hem ji bo hewcedariya min û hem jî ji bo hewcedariyên wan ên ku bi min re ne xebitîn.
Min di her tiştî de nîşanî we da, ku divê em bi vî awayî gelek bixebitin û alîkariya lewazan bikin û peyvên Xudan Îsa bînin bîra xwe; wî bi xwe digot: ‹Bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e.›»
Piştî ku ev tişt gotin, ew bi hemûyan re çû ser çokan û dua kir.
Hemû gelek giriyan, xwe avêtin stûyê Pawlos û ew ramûsan.
Hê bêtir ji ber wê peyva ku wî gotibû: «Êdî hûn rûyê min nabînin» keder girtin. Piştre ew birin heta ba gemiyê û bi rê kirin.
Îcar gava em ji wan veqetiyan û bi gemiyê ketin rê, sererast em hatin Kosê. Dotira rojê em gihîştin Rodosê û ji wir jî em hatin Patarayê.
Me gemiyeke ku diçû Fînîkyayê dît, em li wê siwar bûn û bi rê ketin.
Gava ku Qibris xuya bû, me ew li milê çepê hişt, em bi aliyê Sûriyê ve çûn û li bajarê Sûrê rawestan, çimkî diviya barê gemiyê li wir bihata valakirin.
Me şagirt dîtin û em heft rojan li wê derê man. Wan bi Ruh ji Pawlos re digot ku ew neçe Orşelîmê.
Îcar çaxê me rojên xwe li wir temam kirin, em rabûn û bi rê ketin. Hemû bi jin û zarokên xwe ve heta derveyî bajêr em bi rê kirin. Li wir, li ber lêva deryayê em çûn ser çokan, me dua kir û
me xatir ji hevdû xwest. Piştre em ketin gemiyê û ew jî vegeriyan malên xwe.
Çaxê me rêwîtiya xwe ya Sûrê temam kir, em gihîştin Pitolêmayê, me silav li xwişk û birayan kir û em rojekê bi wan re man.
Dotira rojê em ji wir derketin û hatin Qeyseriyê. Em çûn mala Filîposê mizgînvanê ku yek ji heftan bû û em li ba wî man.
Çar keçên wî yên mêrnekirî yên ku pêxemberîtî dikirin hebûn.
Çaxê em li wir gelek rojan man, pêxemberekî ku navê wî Hagabos bû ji Cihûstanê daket û hat.
Ew hat ba me, piştênka Pawlos hilda, bi wê dest û lingên xwe girê dan û got: «Ruhê Pîroz weha dibêje: ‹Li Orşelîmê Cihû wê xwediyê vê piştênkê weha girê bidin û wî bidin destê miletan.›»
Gava me ev bihîst, em û xelkê li wê derê me ji Pawlos hêvî kir ku neçe Orşelîmê.
Hingê Pawlos bersîv da û got: «Ev çi ye hûn dikin; hûn digirîn û dilê min dişikênin? Ez ne tenê ji girêdanê re, lê ez di ber navê Xudan Îsa de li Orşelîmê ji mirinê re jî amade me.»
Çaxê ku wî qîma xwe neanî, em bêdeng man û me got: «Bila daxwaza Xudan be.»
Piştî wan rojan me xwe amade kir û em hilkişiyan Orşelîmê.
Hin şagirtên ji Qeyseriyê jî bi me re hatin û em anîn mala Minasonê Qibrisî. Ew şagirtekî kevin bû û emê li mala wî bibûna mêvan.
Gava em gihîştin Orşelîmê, birayan bi şahî em qebûl kirin.
Dotira rojê Pawlos bi me re hat ba Aqûb. Hemû rihspî jî amade bûn.
Piştî ku Pawlos silav li wan kir, wî ew tiştên ku Xwedê bi xizmeta wî di nav miletan de kiribûn, yek bi yek gotin.
Gava ku wan ev bihîst, pesnê Xwedê dan û ji Pawlos re gotin: «Birawo, tu dibînî ku di nav Cihûyan de çend hezar mirov hene ku bawerî anîne û hemû jî ji bo Şerîetê xîretkêş in.
Wan li ser te bihîstiye ku tu hemû Cihûyên di nav miletan de hîn dikî ku dev ji Mûsa berdin û dibêjî ku bila ew kurên xwe sinet nekin û li pey adetan neçin.
Îcar em çi bikin? Bêguman wê bibihîzin ku tu hatiyî.
Loma ya ku em ji te re dibêjin, bike. Çar zilamên me yên ku nedreke wan heye, hene.
Wan bi xwe re bibe û bi wan re xwe li gor adetan paqij bike û xercê wan bide, da ku ew bikarin porê xwe kur bikin. Hingê hemû wê bizanin tiştên ku li ser te hatine gotin ne rast in û tu bi xwe jî li pey Şerîetê diçî.
Îcar heçî yên ji nav miletên din ku bawerî anîne, me biryar daye û ji wan re nivîsiye ku divê ew xwe ji xwarina ku ji pûtan re tê gorîkirin, ji xwînê, ji heywanên mirar û ji fuhûşiyê dûr bixin.»
Hingê Pawlos ew zilam hildan, dotira rojê li gor adetan xwe paqij kir, bi wan re ket Perestgehê û diyar kir ku rojên paqijbûnê yên ku wê gorî ji bo her yekî ji wan bê dayîn, wê kengê temam bibin.
Çaxê ev heft roj li ber temambûnê bûn, Cihûyên ku ji herêma Asyayê bûn ew di Perestgehê de dîtin, tevahiya elaletê têkdan. Wan ew girt,
qîriyan û gotin: «Ey Îsraêlîno, werin alîkariyê! Ew mirovê ku li her derê li hember gelê me, li hember Şerîetê û li hember vî cihî hînî her kesî dike, ev e. Bi ser de jî wî hin kesên ku ne Cihû ne anîne Perestgehê û ev cihê pîroz herimandiye.»
Çimkî wan, berî hingê di nav bajêr de Trofîmosê Efesî bi wî re dîtibûn û wan digot qey Pawlos ew aniye Perestgehê.
Hingê tevahiya bajêr rabû ser lingan û elalet bi lez kom bû. Pawlos girtin û kaş kirin derveyî Perestgehê. Dergehên Perestgehê di cih de hatin girtin.
Hê ew dixebitîn ku wî bikujin, gotina ku tevahiya Orşelîmê tevlihev bûye gihîşt serhezarê tabûra leşkeran.
Wî jî zûka leşker û sersed hildan û bi ser wan de hat. Gava wan serhezar û leşker dîtin, dev ji lêxistina Pawlos berdan.
Hingê serhezar hat, ew girt û emir kir ku bi du zincîran bê girêdan. Wî pirsyar kir ku ew kî ye û wî çi kiriye.
Ji ber ku ji elaletê her yekî tiştek digot û dikirin qîrîn, wî ji ber hengameyê ya rast fêm nekir û emir kir ku wî bînin leşkergehê.
Gava Pawlos gihîşt ber derenceyan, ji ber zorkirina elaletê, leşker mecbûr man ku wî hilgirin.
Çimkî elaleta ku li pey dihat diqîriya û digot: «Wî bikujin!»
Gava dikirin ku Pawlos bibin leşkergehê, wî ji serhezar re got: «Ma ez dikarim ji te re tiştekî bêjim?» Wî jî lê vegerand û got: «Ma tu bi Yewnanî dizanî?
Hingê lazim e, tu ne yê Misrî bî, ku berî demekê serhildanek çêkir û çar hezar mêrkuj derxistin çolê?»
Pawlos lê vegerand: «Ez mirovekî Cihû me, ji Tarsûsa Kîlîkyayê me, ez hemwelatiyê bajarekî girîng im. Ez ji te hêvî dikim, destûrê bide ku ez ji gel re bipeyivim.
Çaxê wî destûr dayê, Pawlos li ser derenceyan rawesta û destê xwe hilda, da ku xelk bêdeng bibe. Gava ku bêpêjiniyeke mezin çêbû, ew bi zimanê Îbranî peyivî û got:
«Bav û birano, niha guhê xwe bidin parastina ku ez li ber we dikim.»
Gava wan bihîst ku ji wan re Îbranî dipeyive, ew bêtir bêdeng man. Hingê wî got:
«Ez zilamekî Cihû me, li Tarsûsa Kîlîkyayê hatime dinyayê, lê ez li vî bajarî mezin bûme, li ber lingên Gamalyêl bi tûndî li gor Şerîeta bav û kalan hatime perwerdekirin û ka îro hûn hemû çawa nin, ez jî ji bo Xwedê xîretkêş bûm.
Min heta bi kuştinê jî tengahî da wan ên ku di vê Riyê de bûn, min hem jin û hem jî mêr girêdidan û davêtin zîndanê.
Serokkahîn û tevahiya civîna rihspiyan dikarin li ser vê yekê şahidiyê ji min re bikin. Min ji wan nameyek ji bo birayên li Şamê stand û ez çûm wê derê, da ku ez yên ku li wir bûn, girêdayî bi xwe re bînim Orşelîmê, ku ew bên cezakirin.
«Îcar gava ku ez di rê de bûm û nêzîkî Şamê dibûm, li dora nîvro, ji nişkê ve ji ezmên ronahiyeke mezin li dora min şewq da.
Ez ketim erdê û min dengek bihîst ku ji min re digot: ‹Şawûl, Şawûl, tu çima tengahiyê didî min?›
Min bersîv da û got: ‹Ya Xudan, tu kî yî?› Hingê wî ji min re got: ‹Ez Îsayê Nisretî me, yê ku tu tengahiyê didiyê.›
Îcar yên ku bi min re bûn ronahî dîtin, lê dengê yê ku bi min re dipeyivî nebihîstin.
Min got: ‹Ez çi bikim, ya Xudan?› Xudan ji min re got: ‹Rabe û here Şamê, her tiştê ku divê tu bikî, wê li wir ji te re bê gotin.›
Çaxê ku ji ber şewqa wê ronahiyê min hew dît, yên ku bi min re bûn bi destê min girtin û ez birim Şamê.
«Zilamekî ku navê wî Hananya bû li wir rûdinişt, li gor Şerîetê xwedêtirs bû û hemû Cihû li ser wî bi qencî dipeyivîn.
Ew hat ba min, rawesta û ji min re got: ‹Birayê Şawûl, bila çavên te bibînin!› Û hema di wê gavê de çavên min vebûn û min ew dît.
Wî ji min re got: ‹Xwedayê bav û kalên me tu bijartî, da ku tu daxwaza wî bizanî, Yê Rast bibînî û dengê wî bibihîzî.
Çimkî ji bo tiştên ku te dîtine û bihîstine, tê ji hemû mirovan re bibî şahidê wî.
Îcar tu li benda çi yî? Rabe, imad bibe, gazî navê wî bike û ji gunehên xwe were şuştin.›
«Îcar çaxê ku ez vegeriyam Orşelîmê û min di Perestgehê de dua dikir, ez ji hişê xwe çûm,
min ew dît û wî ji min re got: ‹Bilezîne û zûka ji Orşelîmê derkeve, çimkî ew şahidiya te ya li ser min qebûl nakin.›
Û min got: ‹Ya Xudan, ew bi xwe jî dizanin ku li her kinîştê min li yên ku bawerî bi te dianîn dixist û ew davêtin zîndanê.
Gava ku xwîna şahidê te Steyfan rijiya, ez bi xwe jî li wir radiwestam. Ez bi wê yekê razî bûm û min çavdêriya cilên wan ên ku ew kuştin, kir.›
Û Xudan ji min re got: ‹Here, çimkî ezê te bişînim cihên dûr ba miletan.›»
Heta van peyvan xelkê guhdariya wî kir, lê piştre qîriyan, gotin: «Mirovekî weha ji rûyê erdê rake! Divê yên weha nejîn!»
Çaxê ew diqîriyan, ebayên xwe davêtin û toz divirvirandin hewayê,
serhezar emir kir ku wî bînin leşkergehê, bidin ber qamçiyan û bikişînin pirsyariyê, da ku hîn bibe, ka ev elalet çima weha li hember wî diqîre.
Lê gava ku wan ew bi qayîşên çermîn girêdan, Pawlos ji sersedê ku li ba wî radiwesta re got: «Ma li gor qanûnê ye, ku hûn hemwelatiyekî Romayî, hê berî ku bê dîwankirin, bidin ber qamçiyan?»
Gava sersed ev yek bihîst, ew çû ba serhezar û jê re got: «Tu çi dikî? Ev mirov hemwelatiyê Romayê ye!»
Serhezar hat û ji Pawlos pirsî: «Ji min re bêje: Tu hemwelatiyê Romayî yî?» Wî got: «Erê.»
Serhezar bersîv da û got: «Min bi gelek peran ev hemwelatî bi dest xistiye.» Pawlos got: «Lê ez hemwelatî hatim dinyayê.»
Di cih de yên ku wê ew bikişandana pirsyariyê, xwe jê dan aliyekî. Serhezar bi xwe jî çaxê fêm kir ku ew hemwelatiyê Romayê ye tirsiya, çimkî ew girê dabû.
Dotira rojê wî xwest ku rast hîn bibe ka çima Pawlos ji aliyê Cihûyan ve tê sûcdarkirin. Wî zincîrên Pawlos vekirin û li serekên kahînan û li hemû civîna giregiran emir kir ku bicivin. Wî Pawlos anî xwarê û li ber wan da rawestandin.
Pawlos bi baldarî li civîna giregiran nêrî û got: «Gelî birayan! Ez heta îro li ber Xwedê bi wijdaneke paqij jiyam.»
Li ser vê yekê Serokkahîn Hananya, li yên ku nêzîkî wî bûn emir kir ku li devê wî bixin.
Hingê Pawlos ji wî re got: «Ey dîwarê spîkirî, Xwedê wê li te bixe! Tu li wir rûniştî yî ku li gor Şerîetê dîwana min bikî, ma tu li dijî Şerîetê emir dikî ku li min bixin?»
Yên ku nêzîkî wî bûn gotin: «Ma tu Serokkahînê Xwedê nizim dikî?»
Pawlos got: «Birano, min nizanibû ku ew Serokkahîn e; çimkî hatiye nivîsîn: ‹Tiştekî xerab ji serokê gelê xwe re nebêje.› »
Çaxê Pawlos fêm kir ku hinek ji wan Fêrisî û hinek ji wan jî Sadûqî ne, di civîna giregiran de bi dengekî bilind got: «Birano, ez Fêrisî me, kurê Fêrisiyan im. Ji ber hêviya ku mirî wê vejîn, dîwana min tê kirin.»
Çaxê wî ev got, di navbera Fêrisî û Sadûqiyan de devjenî çêbû û civîn bû du bend.
– Çimkî Sadûqî dibêjin vejîn, milyaket û ruh tune; lê Fêrisî hemûyan jî qebûl dikin. –
Hingê hengameyeke mezin çêbû, hinek Şerîetzanên ji Fêrisiyan rabûn, xwe kişandin wan û gotin: «Em tu xerabiya vî mirovî nabînin. Eger ruh an milyaketekî ji wî re gotibe, wê çi bibe?»
Gava ku bihevketin zêde bû, serhezar tirsiya ku Pawlos perçe bikin. Emir li leşkeran kir ku herin jêr, bi zorê wî ji nav wan hildin û bînin leşkergehê.
Dotira şevê Xudan li ba wî rawesta û got: «Bi zirav be! Te çawa li Orşelîmê ji bo min şahidî da, divê tu wisa li Romayê jî ji bo min şahidiyê bidî.»
Çaxê bû sibe Cihûyan gotina xwe kir yek û sond xwarin, heta ku Pawlos nekujin, ne bixwin û ne jî vexwin.
Yên ku ev sond xwaribûn ji çilî zêdetir bûn.
Ew çûn ba serekên kahînan û rihspiyan û gotin: «Me hişk sond xwariye, heta ku em Pawlos nekujin, em qet tiştekî tam nakin.
Îcar hûn û civîna giregiran, ji serhezar bixwazin ku wî bîne xwarê ba we, wek ku hûnê lêkolîneke hê rastir li ser Pawlos bikin. Em jî amade ne, hê beriya ku ew bigihîje, em wî bikujin.»
Lê xwarziyê Pawlos, bi vê kemîna wan hesiya, çû ket leşkergehê û ji Pawlos re got.
Pawlos jî gazî sersedekî kir û got: «Vî xortê ha bibe ba serhezar, çimkî tiştekî ku jê re bêje heye.»
Îcar sersed ew hilda, anî ba serhezar û got: «Pawlosê girtî gazî min kir û ji min xwest ku ez vî xortî bînim ba te. Tiştekî ku ji te re bêje heye.»
Serhezar bi destê wî girt, ew xewle kir û jê re got: «Tiştê ku tê ji min re bêjî çi ye?»
Wî bersîv da û got: «Cihûyan ya xwe kirine yek ku hêvî ji te bikin ku tu sibê Pawlos bînî ber civîna giregiran, wek ku hê rastir li ser wî bikolin.
Lê tu guhê xwe nede wan, çimkî ji nav wan ji çil zilaman zêdetir di kemînê de li benda wî ne. Wan sond xwariye, heta ku wî nekujin, ew ne bixwin û ne jî vexwin. Niha ew amade ne û li benda razîbûna te ne.»
Hingê serhezar ew berda û li wî emir kir û got: «Ji kesî re nebêje ku te ev ji min re gotiye.»
Îcar serhezar gazî du sersedan kir û ji wan re got: «Du sed leşker, heftê siwar û du sed rimdarî amade bikin ku îşev saet di nehan de herin Qeyseriyê.
Wisa jî heywanan peyda bikin, da ku Pawlos siwar bikin û bi ewlehî wî bibin ba walî Felîks.»
Wî nameyek bi vî awayî nivîsî:
«Klawdyos Lûsyos silavan li waliyê giranbiha Felîks dike.
Ev zilam ji aliyê Cihûyan ve hatibû girtin û li ber kuştinê bû; lê çaxê ez hîn bûm ku ew hemwelatiyê Romayê ye, ez bi leşkeran ve çûm ser wan û min ew ji destê wan xilas kir.
Ji bo ku ez sedemê sûcdarkirina wî hîn bibim, min ew daxist ber civîna wan a giregiran.
Min dît ku ew ji ber pirsên Şerîeta xwe wî sûcdar dikin, lê tiştekî ku ji ber bê kuştin an girtin, tune.
Çaxê ez hîn bûm ku gêrûfenek li hember wî tê çêkirin, min zûka ew şand ba te. Min tembîh li wan ên ku wî sûcdar dikin jî kir, ku li ber te ya li hember wî bêjin.»
Îcar leşkeran, wek ku emir li wan hatibû kirin, Pawlos hildan û bi şev ew birin Antîpatrîsê.
Leşkeran dotira rojê siwarên ku wê bi wî re biçûna hiştin û vegeriyan leşkergehê.
Gava ew hatin Qeyseriyê û name dan walî, Pawlos jî derxistin ber wî.
Çaxê ku wî name xwend, pirsî ka ew ji kîjan herêmê ye. Gava hîn bû ku ew ji Kîlîkyayê ye,
wî got: «Çaxê yên ku giliyê te dikin bên, hingê ezê guhdariya te bikim.» Û emir kir ku Pawlos di qesra Hêrodês de girtî bimîne.
Piştî pênc rojan, Serokkahîn Hananya, bi hin rihspiyan û peyvbêj Tertûlos ve daket Qeyseriyê û wan li ber walî giliyê Pawlos kir.
Çaxê gazî Pawlos kirin, Tertûlos dest bi sûcdarkirinê kir û got: «Felîksê giranbiha, bi saya serê te demeke dirêj e ku em di aştiyê de dijîn û bi pêşbîniya te ev milet pêşve çûye.
Em vê yekê hergav û li her derê bi spasiyeke mezin qebûl dikin.
Ez naxwazim zêde serê te biêşînim, lê ez hêvî dikim ku ji kerema xwe tu bi kurtî guhdariya me bikî.
Me dît ku ev zilam bûye belayek û di nav hemû Cihûyên dinyayê de tevliheviyê dertîne û yek ji serokên mezheba Nisretiyan e.
Heta wî xwest ku Perestgehê biherimîne, lê me ew girt.
Îcar gava ku tu bi xwe wî bikişînî pirsyariyê, tu dikarî hemû tiştên ku em wî pê sûcdar dikin, ji wî hîn bibî.»
Cihû jî beşdarî sûcdarkirinê bûn û gotin ku ev hemû wisa ne.
Çaxê walî îşaret da Pawlos ku gotina xwe bêje, wî bersîv da û got: «Ji ber ku ez dizanim bi salan e ku tu dadgerê vî miletî yî, ezê bi kêfxweşî parastina xwe bikim.
Çawa tu bi xwe dikarî hîn bibî, ji diwanzdeh rojan ne zêdetir e ku ez ji bo perizînê derketim Orşelîmê.
Wan nedîtiye ku ez di Perestgehê de bi kesî re ketime peyivînê û ne jî dîtin ku min di kinîştan de an jî di bajêr de xelk rakiriye ser piyan.
Ne jî ew dikarin niha sûcdarkirinên xwe ji te re îspat bikin.
Lê ez vê bi eşkereyî ji te re dibêjim ku li gor Riya ku ew jê re dibêjin mezheb, ez diperizim Xwedayê bav û kalên me û ez bi hemû tiştên ku di Şerîetê û di Nivîsarên Pêxemberan de nivîsî ne bawer dikim.
Wek ku ew bi xwe jî qebûl dikin ku vejîna yên rast û nerast wê çêbe, ev hêviya min jî ji Xwedê heye.
Ji ber vê yekê heta ku ji destê min bê, ez dixebitim ku hem li ber Xwedê û hem li ber mirovan hergav wijdaneke min a paqij hebe.
Îcar piştî çend salan ez hatim ku alîkariya miletê xwe bikim û goriyan pêşkêş bikim.
Gava ku min ev dikirin, wan ez di Perestgehê de paqijbûyî dîtim. Ne ez bi elaletê re bûm û ne jî min hengame derxist.
Lê hin Cihûyên ji herêma Asyayê li wê derê hebûn, eger tiştekî wan li hember min hebe, diviya ew li vir li ber te bûna û ez sûcdar bikirama.
An bila evên ha bêjin, gava ku ez li ber civîna giregiran rawestayî bûm, wan çi neheqiya min dît?
Tenê gava ku ez di nav wan de rawesta bûm, min dengê xwe bilind kir û got: ‹Ji ber vejîna miriyan, îro li ber we dîwana min tê kirin.›»
Lê Felîksê ku qenc li ser Riyê dizanî, doz da paş û got: «Çaxê ku serhezar Lûsyos dakeve Qeyseriyê, ezê ji bo doza we biryarê bidim.»
Wî li sersed emir kir ku Pawlos girtî bihêlin, hinekî serbest bihêlin û ji hevalên wî yên ku jê re dibin alîkar re nebin asteng.
Piştî çend rojan Felîks tevî pîreka xwe ya Cihû Dirûsîla hat, şand pey Pawlos û li ser baweriya ku bi Mesîh Îsa ye, guhdariya wî kir.
Û çaxê ew li ser rastdariyê, li ser xwegirtinê û li ser dîwana ku wê bê peyivî, Felîks tirsiya û got: «Tu niha here, çaxê ez demeke xweşkeys bibînim, ezê gazî te bikim.»
Ji aliyekî ve jî, wî hêvî dikir ku Pawlos wê peran bide wî, ji ber vê yekê wî gelek caran dişand pey wî û pê re dipeyivî.
Piştî ku du sal derbas bûn, Porkiyos Fêstos hat cihê Felîks. Ji ber ku Felîks dixwest dilê Cihûyan xweş bike, wî Pawlos girêdayî hişt.
Sê roj piştî ku Fêstos gihîşt herêmê, ji Qeyseriyê hilkişiya Orşelîmê.
Li wir serekên kahînan û giregirên Cihûyan li ber wî giliyê Pawlos kirin û
jê xwestin ku qenciyê bi wan bike û wî bîne Orşelîmê. Armanca wan ew bû ku kemînê deynin û di rê de wî bikujin.
Lê Fêstos bersîv da, ku Pawlos li Qeyseriyê di girtîgehê de ye û di nêzîk de ew bi xwe jî wê here wê derê.
Û got: «Îcar bila serekên we bi min re dakevin û eger wî zilamî tiştekî nerast kiribe, bila wî sûcdar bikin.»
Ew di nav wan de ji neh-deh rojan zêdetir nema û daket Qeyseriyê. Dotira rojê ew li ser kursiyê dîwanê rûnişt û emir kir ku Pawlos bînin.
Çaxê ew hat, Cihûyên ku ji Orşelîmê hatibûn, hawirdor lê girtin, gelek sûcdarkirinên giran ên ku nikaribûn îspat bikin, li hember wî kirin.
Pawlos parastina xwe kir û got: «Min ne li hember Şerîeta Cihûyan, ne li hember Perestgehê û ne jî li hember Qeyser qet sûc nekiriye.»
Lê Fêstos, ji bo ku dilê Cihûyan xweş bike, ji Pawlos pirsî û got: «Ma tu dixwazî derkevî Orşelîmê û li wir ji bo van tiştan li ber min dîwana te bê kirin?»
Pawlos jî got: «Ez li ber dîwana Qeyser radiwestim, divê li wir dîwana min bê kirin. Min tu neheqî li Cihûyan nekiriye, wek ku tu bi xwe jî qenc dizanî.
Niha eger min neheqî an tiştekî ku heqê wî mirin e, kiribe, ez ji mirinê narevim. Lê eger sûcdarkirinên vanên ha ne rast in, tu kes nikare min bide destê wan. Ez doza xwe dibim ber Qeyser.»
Hingê Fêstos, piştî ku bi şêwirmendên xwe re peyivî, bersîv da û got: «Te doza xwe bir ber Qeyser, tê herî ba Qeyser.»
Piştî ku çend roj derbas bûn Egrîpa padîşah û Bernikê hatin Qeyseriyê ku herin serdana Fêstos.
Gava ku wan çend roj li wir derbas kirin, Fêstos doza Pawlos ji padîşah re anî zimên û got: «Li vir zilamekî ku Felîks ew girtî hiştiye heye.
Çaxê ku ez li Orşelîmê bûm, serekên kahînan û rihspiyên Cihûyan giliyê wî li ber min kirin û xwestin ku ez dîwana wî bikim.
Min ji wan re got ku ne adeta Romayiyan e ku yekî bidin dest, heta bi yên ku wî sûcdar dikin re neyê rûbirûkirin û li hember sûcdarkirinên wan fersenda parastinê ji wî re neyê dayîn.
Îcar gava ku ew hatin vir, min bi derengî nexist, dotira rojê ez li ser kursiyê dîwanê rûniştim û min emir kir ku wî zilamî bînin.
Çaxê yên ku giliyê wî dikirin rabûn, wan ew bi tu neheqiya ku min guman dikir, sûcdar nekirin.
Lê li hember wî hin meselên wan hebûn, li ser dînê wan û li ser yekî mirî ku navê wî Îsa ye, lê Pawlos dibêje ku ew sax e.
Ez jî li ser mesela van tiştan dudilî bûm û min ji Pawlos pirsî, ka ew dixwaze here Orşelîmê û li wir ji bo van tiştan dîwana wî bê kirin.
Lê çaxê Pawlos xwest, heta ku Împerator biryarê bide, di bin çavan de bimîne, min emir kir ku ew girtî bimîne heta ku ez wî bişînim ber Qeyser.»
Egrîpa jî ji Fêstos re got: «Min bi xwe jî dixwest ku ez guhdariya vî mirovî bikim.» Fêstos got: «Tê sibê wî bibihîzî.»
Îcar dotira rojê Egrîpa û Bernikê bi xemlûxêleke mezin, bi serhezar û giregirên bajêr ve ketin dîwanxanê. Li ser emrê Fêstos Pawlos anîn hundir.
Fêstos got: «Egrîpa padîşah û hemû yên li vir bi me re amade ne, hûn vî mirovî dibînin. Tevahiya Cihûyan, hem li Orşelîmê û hem jî li vir, bi qîrîn li ber min gilî kirin û gotin ku divê ev êdî nejî.
Lê min dît ku wî tiştekî ku heqê wî mirin be, nekiriye. Çaxê wî xwest ku doza wî here ber Qeyser, min biryar da ku ez wî bişînim.
Îcar tiştekî ku ez li ser wî ji efendiyê me re binivîsim tune. Ji ber vê yekê min ew anî pêş we, bi taybetî jî pêş te, ya Egrîpa padîşah. Da ku, piştî ew bê kişandin pirsyariyê, tiştekî ku ez binivîsim hebe.
Çimkî ji min re bêmane tê, ku ez girtiyekî bişînim û tiştên ku pê tê sûcdarkirin nenivîsim.»
Îcar Egrîpa ji Pawlos re got: «Destûra te heye ku tu ji bo xwe bipeyivî.» Hingê Pawlos destê xwe bilind kir û dest pê kir xwe parast:
«Ya padîşah Egrîpa, ji ber ku ezê îro li ber te, xwe li hember hemû sûcdarkirinên Cihûyan biparêzim, ez xwe bextewar hesab dikim.
Bi taybetî, ji ber ku tu qenc bi hemû adet û meseleyên di nav Cihûyan de dizanî; loma ez hêvî dikim ku tu bi bîhnfirehî guhdariya min bikî.
«Hemû Cihû ji xortaniya min ve bi jiyana min dizanin. Ev jiyan ji destpêkê ve di nav gelê min de û li Orşelîmê derbas bûye.
Eger bixwazin şahidiyê bikin, ew ji berê ve min nas dikin ku ez li gor mezheba dînê me ya herî hişk, bi Fêrisîtî jiyam.
Ji ber ku min hêviya xwe bi wê soza ku Xwedê daye bav û kalên me ve girêdaye, ez niha ji bo ku dîwana min bê kirin, li vir radiwestim.
Bi wê hêviya ku bigihîjin wê sozê, diwanzdeh eşîrên me bi şev û bi roj ji dil û can diperizin. Ji ber vê hêviyê, ya padîşah, ez ji aliyê Cihûyan ve têm sûcdarkirin.
Çima baweriya we pê nayê ku Xwedê miriyan rake?
«Bi rastî bîr û baweriya min bi xwe jî ev bû ku divê ez li hember navê Îsayê Nisretî gelek tiştan bikim.
Min ev yek li Orşelîmê kir jî. Bi wê desthilatiya ku min ji serekên kahînan standibû, min gelek ji yên pîroz avêtin zîndanê û di kuştina wan de min raya xwe li hember wan dida.
Di hemû kinîştan de min gelek caran ew ceza kirin û min li wan zor kir ku çêran bikin. Ez li hember wan ewqas har bûbûm, heta ku min di bajarên xerîb de jî tengahî da wan.
«Di van gerên xwe de, bi peywir û desthilatiya ku min ji serekên kahînan standibûn, ez diçûm Şamê.
Ya padîşah, nîvro di rê de, min ji ezmên ronahiyek dît ku ji ya rojê bi şewqtir bû û dora min û yên bi min re ronahî kir.
Gava em hemû ketin erdê, min dengek bihîst ku bi Îbranî ji min re got: ‹Şawûl, Şawûl, tu çima tengahiyê didî min? Ji te re zehmet e ku tu bi kulmê herî dirêşikê.›
Min got: ‹Tu kî yî, ya Xudan?› Xudan bersîv da û got: ‹Ez Îsa me yê ku tu tengahiyê didiyê.
Lê belê rabe û li ser lingan raweste; çimkî ez ji te re xuya bûm, da ku ez hem ji bo tiştên ku te dîtin û hem jî ji bo wan ên ku ezê bi wan xwe nîşanî te bidim, te şahid û xizmetkar destnîşan bikim.
Ezê te ji gelê te û ji miletên ku ezê te bişînim nav wan, xilas bikim,
da ku tu çavên wan vekî û wan ji tariyê bizivirînî ronahiyê û ji hukumdariya Îblîs vegerînî Xwedê, ku ew lêbihûrtina gunehan bistînin û di nav wan ên ku bi baweriya navê min hatine pîrozkirin de, xweyî mîras bin.›
«Loma, ya padîşah Egrîpa, ez li ber vê dîtiniya ezmanî ranebûm.
Lê min pêşî ji yên li Şamê re, piştre ji yên li Orşelîmê û ji yên li tevahiya diyarê Cihûstanê re û ji miletan re jî da zanîn ku divê ew tobe bikin, li Xwedê bizivirin û kirinên ku li tobekirinê tên, bikin.
Ji ber vê yekê Cihûyan ez di Perestgehê de girtim û xwestin ku min bikujin.
Lê min alîkarî ji Xwedê stand û ez heta îro mam û ji biçûk û mezinan re şahidiyê didim. Ez ji tiştên ku pêxemberan û Mûsa gotine ku wê çêbin pê ve, tiştekî din nabêjim:
Yanî divê ku Mesîh cefayê bikişîne, di vejîna miriyan de bibe yê pêşî û ji gelê Cihû û ji miletên din re ronahiyê bide zanîn.»
Çaxê ku wî weha parastina xwe dikir, Fêstos bi dengekî bilind got: «Te hişê xwe winda kiriye, Pawlos. Zêdexwendina te, te ji ser hişê te dibe!»
Lê belê Pawlos got: «Min hişê xwe winda nekiriye, Fêstosê giranbiha, lê ez peyvên rast bi aqilmendî dibêjim.
Padîşah bi xwe bi van tiştan dizane, loma ez serbest dipeyivim û ez piştrast im ku tiştekî ji van, ji wî ne veşartî ye. Çimkî ev tişt di kuncikekê de çênebûye.
Padîşah Egrîpa, ma baweriya te bi pêxemberan heye? Ez dizanim ku tu bawer dikî.»
Egrîpa ji Pawlos re got: «Tu dibêjî tê di demeke kurt de min bikî Mesîhî?»
Pawlos lê vegerand: «Zû an dereng, ez hêvî ji Xwedê dikim ku ne tenê tu, lê hemû yên ku îro guhdariya min dikin, ev zincîr ne tê de, wek min bin.»
Hingê padîşah rabû û bi wî re walî, Bernikê û hemû yên ku pê re rûniştî bûn jî rabûn.
Gava ku derdiketin, ji hev re gotin: «Vî mirovî tiştekî ku ji ber bê kuştin an girtin, nekiriye.»
Û Egrîpa ji Fêstos re got: «Ev mirov dikaribû bihata berdan, eger nexwesta ku doza wî here ber Qeyser.»
Gava biryar hat dayîn ku em bi gemiyê herin Îtalyayê, wan Pawlos û hin girtiyên din spartin sersedekî ji tabûra Qeyser, ku navê wî Yûlyos bû.
Em li gemiyeke Edremîtê ya ku diçû keviyên herêma Asyayê siwar bûn û bi nav deryayê ve çûn. Ji Selanîkê Erîstarxosê Mekedonî bi me re bû.
Dotira rojê em li Saydayê peya bûn. Yûlyos qencî bi Pawlos kir û destûr dayê ku here ba dostên xwe, da ku lê binêrin.
Em ji wir bi deryayê ve çûn û ji ber ku ba ji hember me ve dihat, em di aliyê Qibrisê yê bê ba re derbas bûn.
Piştî ku em di deryaya pêşberî Kîlîkya û Pamfîlyayê re derbas bûn, em gihîştin Mîra bajarê Lîkyayê.
Li wir sersed gemiyeke ji Skenderyayê ya ku diçû Îtalyayê dît û em li wê siwar kirin.
Gelek rojan em hêdî hêdî çûn û bi zehmet em gihîştin pêşberî Kinîdosê. Ji ber ku bayê rê neda me, em di aliyê Girîtê yê di bin bayê re, di pêşberî Salmonê re derbas bûn.
Bi zehmet em di vê keviyê de derbas bûn û gihîştin dereke ku jê re dibêjin Lengergeha Bedew, ku nêzîkî bajarê Laseyayê bû.
Gelek dem hatibû windakirin, ji xwe Roja Rojiyê bihûrî bû û ji ber ku êdî rêwîtiya deryayê talûke bû, Pawlos şîret li wan kir û
got: «Gelî hevalan, ez dibînim ku rêwîtî ne tenê ji bo bar û gemiyê, lê ji bo me bi xwe jî, wê gelek bi ziyan û zehmet be.»
Lê sersed ji gotinên Pawlos zêdetir ji serekê gemîvanan û ji xwediyê gemiyê bawer dikir.
Ji ber ku lengergeh ji bo bihûrandina zivistanê xweşkeys nebû, pirraniya wan biryar da ku ji wir bi deryayê ve herin û eger çêbe bigihîjin Fînîksê û zivistanê li wir derbas bikin. Fînîks lengergeha Girîtê bû, li başûr û li bakûrê rojava dinêrî.
Çaxê ku bayekî nerm ê başûr hat, wan guman kir ku ew gihîştin mebesta xwe, lenger kişandin û bi keviya Girîtê ve çûn.
Piştî kêlîkekê, ji aliyê Girîtê ve firtoneke xurt a bakûrê-rojhilat rabû ku jê re digotin ‹Êvrîkilon›.
Firtonê li gemiyê xist, êdî wê nikaribû li hember şeqilan here, me dev jê berda û em hatin xişandin.
Em di giraveke biçûk a ku navê wê Kawda bû re derbas bûn, di bin aliyê wê yê bê ba re, bi zorê me destê xwe gihand qeyikê.
Piştî ku qeyik kişandin jor, gemî ji binî ve bi kendîran asê kirin. Ji tirsa ku wê di Kendava Sirtê de li girên seylakê yên di bin avê de bikevin, taximên gemiyê anîn xwar û bi vî awayî xişxişîn û çûn.
Firtonê gelek zor li me kir, dotira rojê dest pê kirin barê gemiyê avêtin deryayê.
Roja sisiyan bi destên xwe hacetên gemiyê avêtin.
Gelek rojan ne tav û ne jî stêr xuya bûn û firtone ranewesta, êdî hemû hêviya me ya xilasbûnê winda bû.
Îcar çaxê ku demeke dirêj wan xwarin nexwar, Pawlos di nav wan de rawesta û got: «Hevalno, diviya ku we bi ya min bikira, hûn ji Girîtê derneketana û we ev ziyan û zehmet nedîtana.
Û niha ez hêvî ji we dikim, bi zirav bin; çimkî kesekî ji we jiyana xwe winda nake, bi tenê gemî wê here.
Çimkî şeva din milyaketekî wî Xwedayê ku ez yê wî me û xizmetê ji wî re dikim, li ba min rawesta,
û got: ‹Netirse Pawlos; divê tu li ber Qeyser rawestî û hemû yên ku bi te re di gemiyê de ne, va ye, Xwedê ew dan xatirê te.›
Loma bi zirav bin, hevalno. Çimkî ez ji Xwedê bawer dikim, wek ku wî ji min re gotiye, wê çêbe.
Lê divê em bikevin giravekê.»
Çaxê ku bû şeva çardehan, em hê di deryaya Adriyatîkê de dixişxişîn. Li dor nîvê şevê gemîvanan guman kir ku nêzîkî bejê bûne.
Hingê kûrpîv avêtin û dîtin ku bi qasî bîst baskî ye. Hinekî din pêşve çûn, dîsa pîvan û dîtin ku panzdeh bask e.
Ew ditirsiyan ku em li dereke kevirîn bikevin; ji paş gemiyê ve çar lenger avêtin û ji bo ku roj derkeve dua kirin.
Lê çaxê gemîvan dixebitîn ku ji gemiyê birevin û wek ku ji pêş ve wê lenger bavêtana, qeyik berdan deryayê,
Pawlos ji sersed û leşkeran re got: «Eger ev mirov di gemiyê de nemînin, hûn nikarin xilas bibin.»
Hingê leşkeran şerîtên qeyikê birrîn û ew xistin.
Serê sibê, Pawlos ji hemûyan hêvî kir ku xwarinê bixwin û got: «Îro çardeh roj e ku hûn radiwestin, we tiştek nexwariye û hûn birçî ne.
Loma ez ji we hêvî dikim ku hûn xwarinê bixwin; çimkî ev ji bo rizgariya we ye. Ji ber ku mûyek ji serê yekî ji we winda nabe.»
Piştî ku wî ev got, nan hilda, li ber hemûyan ji Xwedê re şikir kir, şikand û dest pê kir xwar.
Hingê hemû jî bi zirav bûn û nan xwarin.
– Di gemiyê de em hemû bi hev re du sed û heftê û şeş nefs bûn. –
Piştî ku têr nan xwarin, genim rijandin deryayê û gemî sivik kirin.
Çaxê bû roj bej nas nekirin, lê tengaveke ku seylaka wê hebû dîtin û dixwestin, eger çêbe, gemiyê biajon wê derê.
Hingê kendîrên lengeran birrîn, di deryayê de hiştin. Lingên kotelan sist kirin, babezka pêşiyê li bayê vekirin û berê xwe dan seylakê.
Lê gemî di nav du herikînên dijber de ma û li wir rawesta; serê gemiyê di erdê de çikilî û hew lebitî. Lê ji ber hêza şeqilan paşiya wê dest pê kir ji hev vebû.
Hingê leşkeran xist dilê xwe ku girtiyan bikujin, da ku kesekî sobayiyê neke û nereve.
Lê sersed xwest ku Pawlos xilas bike, nehişt ku vê niyeta xwe bînin cih. Wî emir kir, pêşî yên ku dizanin sobayiyê bikin, xwe ji gemiyê bavêjin û derkevin bejê
û yên mayî jî, hinek li ser depan û hinek jî li ser perçên gemiyê derkevin bejê. Bi vî awayî hemû xilas bûn û derketin bejê.
Piştî ku em xilas bûn, em hîn bûn ku navê giravê Malta ye.
Xelkê giravê camêriyeke nedîtî nîşanî me da. Ji ber serma û barana ku dibarî, agir kirin û em hemû qebûl kirin.
Gava ku Pawlos gurzek hejik berhev kir û danî ser êgir, ji germê koremarek derket û bi destê wî ve zeliqî.
Gava xelkê giravê dît ku marek bi destê wî ve daleqaye ji hev re gotin: «Bêguman, ev mirov mêrkuj e; bi ser ku ew ji deryayê xilas bû jî, Heq nehişt ku ew bijî.»
Lê Pawlos mar veweşand nav êgir û tu ziyan nedît.
Ew li benda Pawlos bûn ku biwerime, an ji nişkê ve bikeve û bimire. Lê piştî ku ew demeke dirêj li hêviyê man û dîtin ku tiştek pê nehat, wan fikra xwe guhert û gotin ku ew xwedayek e.
Îcar nêzîkî wê derê zeviyên serokê giravê hebûn ku navê wî Popliyos bû. Wî em qebûl kirin mala xwe û sê rojan bi dostanî em kirin mêvan.
Bavê Popliyos bi tayê û zikêşa bixwîn ketibû û nexweş di nav nivînan de bû. Pawlos çû ba wî, destên xwe danîn ser wî, dua kir û ew qenc kir.
Piştî vê yekê nexweşên giravê yên din jî hatin û qenc bûn.
Wan gelek qedir û qîmeta me girt û gava em bi nav deryayê ve rê ketin, hemû tiştên ku hewcedariya me bi wan hebû, xistin gemiyê.
Piştî sê mehan em bi gemiyeke ji Skenderyayê ya ku zivistan li giravê derbas kiribû, bi deryayê ve bi rê ketin; nîşana xwedayên Cêwî li ser gemiyê hebû.
Em gihîştin Sîrekûsê û em sê rojan li wir man.
Ji wir em rabûn û çûn Rêgiyomê. Piştî rojekê bayê başûr rabû û roja diduyan em hatin Potiyolê.
Li wir me xwişk û bira dîtin û ji me hêvî kirin ku em heft rojan li ba wan bimînin. Û bi vî awayî em hatin Romayê.
Çaxê birayên ji wir li ser hatina me bihîstin, heta bi Çarşiya Epiyû û Sê Mêvanxaneyê hatin pêşiya me. Gava Pawlos ew dîtin, şikir ji Xwedê re kir û cesaret stand.
Çaxê em ketin Romayê, destûr ji Pawlos re hat dayîn ku bi leşkerê ku nobedariya wî dike re tenê rûne.
Îcar piştî sê rojan, Pawlos gazî giregirên Cihûyan kir ku bicivin. Gava ku ew kom bûn, wî ji wan re got: «Birano, bi ser ku min tiştekî li hember gelê me an adetên bav û kalên me nekiriye jî, ez li Orşelîmê hatim girtin û ez dam destê Romayiyan.
Çaxê wan ez kişandim pirsyariyê, wan xwest ku min berdin, çimkî ji bo kuştina min sedemek tunebû.
Lê gava ku Cihû li hember vê yekê derketin, bi ser ku giliyekî min li hember miletê min tunebû jî, ez mecbûr bûm ku doza xwe bibim ber Qeyser.
Ji ber vê yekê min xwest ku ez we bibînim û bi we re bipeyivim. Çimkî ez di ber hêviya Îsraêl de bi vê zincîrê girêdayî me.»
Wan lê vegerand û gotin: «Me li ser te tu name ji Cihûstanê nestandine, ne jî yek ji birayên ku hatiye vir xeber daye me, an tiştekî nebaş li ser te gotiye.
Lê em dixwazin ji te bibihîzin ka tu çi difikirî. Çimkî em dizanin ku li her derê li hember vê mezhebê dipeyivin.»
Îcar rojek ji bo wî kifş kirin û gelek hatin ba wî, wî cihê ku lê dima. Ew ji serê sibê heta êvarê ji wan re şîrove kir, li ser Padîşahiya Xwedê şahidî kir û xebitî ku hem bi Şerîeta Mûsa û hem jî bi Nivîsarên Pêxemberan baweriya wan bi Îsa bîne.
Hinekan bawerî bi tiştên ku hatibûn gotin, anîn û hinekan jî neanîn.
Çaxê di nav xwe de li hev nehatin, beriya ku herin Pawlos ev peyv got: «Ruhê Pîroz bi devê Îşaya pêxember ji bav û kalên we re weha rast gotiye:
‹Here ba vî gelî û bêje: Hûn çiqas bibihîzin jî, Hûn tu caran fêm nakin. Hûn çiqas bibînin jî, Hûn tu caran tênagihîjin.
Çimkî dilê vî gelî hişk bûye Guhên wan giran bûne Û wan çavên xwe girtine. Nebe ku ew bi çavên xwe bibînin Û bi guhên xwe bibihîzin Û bi dilê xwe fêm bikin Û vegerin ku ez wan qenc bikim.›
De îcar bizanin ku ev xilaskirina Xwedê ji miletan re hatiye şandin û ewê guhdarî bikin.»
Pawlos du sal sax li mala xwe ya ku kirê kiribû ma û her kesê ku dihat ba wî qebûl dikir.
Wî Padîşahiya Xwedê da bihîstin û bi serbestî, bêyî ku kesek jê re bibe asteng hemû tiştên li ser Xudan Îsa Mesîh hîn dikirin.
Ji Pawlosê xulamê Mesîh Îsa yê ku ji bo şandîtiyê hatiye gazîkirin û hatiye veqetandin, da ku Mizgîniya Xwedê
ya ku hê ji berê ve wî bi devê pêxemberên xwe di Nivîsarên Pîroz de soz dabû, belav bike.
Ev Mizgînî li ser Kurê wî ye, ku li gor bedenê ji dûndana Dawid hat
û li gor Ruhê pîroziyê bi vejîna ji nav miriyan, bi hêzdarî Kurê Xwedê hatiye diyarkirin. Ew Xudanê me Îsa Mesîh e.
Me bi destê wî û bi xatirê navê wî kerem û şandîtî stand, da ku em gazî hemû miletan bikin ku baweriyê bînin û bi ya wî bikin.
Hûn jî di nav gazîkiriyên Îsa Mesîh de ne.
Ji we hemû hezkiriyên Xwedê re yên ku li Romayê ne û ji bo pîrozbûnê hatine gazîkirin: Ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, kerem û aştî li ser we be.
Berî her tiştî ez bi saya Îsa Mesîh, ji bo we hemûyan ji Xwedayê xwe re şikir dikim, çimkî li seranserê dinyayê li ser baweriya we tê gotin.
Ew Xwedayê ku ez bi ruhê xwe di dayîna Mizgîniya Kurê wî de xizmetê jê re dikim, şahidê min e ku ez hergav di duayên xwe de bê rawestin we tînim bîra xwe
û lava dikim ku eger bi daxwaza Xwedê pêk bê, êdî ez bi riyekê bikarim bêm ba we.
Çimkî ez pirr dixwazim we bibînim, da ku ez diyariyeke ruhanî bidim we ku hûn qayîm bibin,
yanî em bi hev re, hûn bi baweriya min û ez bi baweriya we, em bên handan.
Birano, ez dixwazim hûn bizanin ku gelek caran min xist dilê xwe ku ez bêm ba we, lê asteng derketin. Wek di nav miletên din de, ez dixwazim ku di nav we de jî xebata min ber bide.
Ez ji Yewnaniyan û ji hovan re, ji zana û nezanan re deyndar im.
Loma ez amade me ku heta ji destê min bê, ez ji we re jî, hûn ên ku li Romayê ne, Mizgîniyê bidim.
Çimkî ez ji ber Mizgîniyê şerm nakim. Ji ber ku ew ji her kesê ku bawer dike re ji bo xilasiyê hêza Xwedê ye, pêşî ji bo Cihûyan, hem jî ji bo miletên din.
Çimkî di Mizgîniyê de rastdariya ku ji Xwedê ye, tê eşkerekirin. Ew ji destpêkê heta dawiyê bi baweriyê ye. Wek ku hatiye nivîsîn: «Yê rastdar wê bi baweriyê bijî.»
Xezeba Xwedê ji ezmên li hember hemû nepakî û neheqiya wan mirovên ku bi neheqiyê ji rastiyê re dibin asteng, xuya dibe.
Çimkî tiştê ku li ser Xwedê tê zanîn ji wan re diyar e; ji ber ku Xwedê ji wan re eşkere kiriye.
Hê ji afirandina dinyayê ve hêza wî ya herheyî û Xwedêtiya wî, bi ser ku nayên dîtin jî, bi tiştên ku hatine çêkirin bi zelalî tên dîtin û fêmkirin. Loma hêceta wan tune.
Çimkî, bi ser ku Xwedê dizanin jî, bi Xwedêtî rûmet nedanê û ne jî jê re şikir kirin; lê belê fikirîna wan bû pûçîtî û dilê wan ê fêmkor tarî bû.
Wan digot: «Em zana ne», lê bêaqil derketin.
Û rûmeta Xwedayê bêmirin, bi wêneyên mîna mirovê mirindar, teyr, heywanên çarpê û yên ku dişêlin, guhertin.
Ji ber vê yekê Xwedê ew bi şehwetên dilê wan dane destê nepakiyê, da ku di nav wan de bedena wan rezîl bibe.
Wan rastiya Xwedê bi derewê guhert, ji Afirandar zêdetir perizîn tiştên afirandî û ji wan re xizmet kirin. Afirandar her û her pîroz e. Amîn.
Ji ber vê yekê Xwedê ew dan destê şehwetên şermezariyê; jinên wan jî têkiliya xweheyî bi ya bervajiyê xweheyiyê guhertin.
Bi vî awayî mêran jî dev ji têkiliya xweheyî ya bi jinê re berdan û di şehweta xwe de keribîn hevdû. Mêran bi mêran re riswayîtî kir û di nefsa xwe de heqê jirêderketina xwe standin.
Ji ber ku wan naskirina Xwedê hêja nedît, Xwedê ew dan destê fikrên xerab, wisa ku ew tiştên ne li ser rê bikin.
Ew bi her cûreyê neheqî, neqencî, çavbirçîtî û xerabiyê tije ne. Bi çavnebarî, kuştin, pevçûn, hîle û marzikiyê dagirtî ne. Paşgotiniyê dikin,
ketmê dikin, ji Xwedê nefret dikin, serxweçûyî ne, pozbilind û pesinker in, karên xerab saz dikin û bi ya dê û bavê xwe nakin,
fêmkor in, li ser soza xwe namînin, bê dilovanî û bê rehm in.
Bi ser ku fermana Xwedê ya rast a ku dibêje: «Yên tiştên weha dikin, mirin heq kirine», dizanin jî, ew ne tenê van tiştan dikin, lê belê kêfa wan ji yên ku dikin re jî tê.
Ji ber vê yekê, ey mirovê ku dadbar dike, tu kî bî jî hêceta te tune. Ji ber ku di tiştê ku tu yên din dadbar dikî de, tu xwe sûcdar derdixî. Çimkî tu yê ku dadbar dikî, tu eynî tiştan dikî.
Îcar em dizanin ku dîwankirina Xwedê li gor rastiyê li hember wan e, yên ku tiştên weha dikin.
Ey mirovo! Tu wan ên ku tiştên weha dikin, dadbar dikî û tu bi xwe jî eynî tiştan dikî, ma tu guman dikî ku tê ji dîwana Xwedê birevî?
An ku tu zêdehiya qencî, sebir û bîhnfirehiya wî kêm dibînî? Ma tu nizanî ku qenciya Xwedê te ber bi tobekirinê ve dibe?
Lê tu bi rikdarî û dilê xwe yê bêtobe ji bo Roja Xezebê li hember xwe xezebê dicivînî. Ewê wê rojê, dîwana Xwedê ya dadperwer xuya bibe.
Çimkî ewê li gor kirinên her kesî bide wî.
Wê jiyana herheyî bide wan ên ku di kirinên qenc de bi bîhnfirehî li rûmet, siyanet û nemirinê digerin;
lê xezeb û hêrs wê bên ser wan ên ku xweperest in û li gor rastiyê nakin, lê li pey neheqiyê diçin.
Her mirovê ku xerabiyê dike, wê cefa û tengahiyê bikişîne; pêşî Cihû û hem jî miletên din.
Lê ji her kesê ku karê qenc dike re, rûmet, siyanet û aştî wê bê dayîn; pêşî ji Cihûyan re, hem jî ji miletên din re.
Çimkî li ba Xwedê xatirgirtin tune ye.
Hemû yên ku bê Şerîet guneh dikin, wê bê Şerîet helak bibin û hemû yên ku di bin Şerîetê de guneh dikin, wê bi Şerîetê dîwana wan bê kirin.
Çimkî li ba Xwedê ne ew ên ku Şerîetê dibihîzin rastdar in, lê belê ew ên ku Şerîetê pêk tînin, wê rastdar derkevin.
Çimkî miletên ku Şerîeta wan tune, gava ji ber xwe tiştên ku Şerîet dixwaze dikin, bi ser ku Şerîeta wan tune jî, ew bi xwe ji bo xwe şerîet in.
Ew nîşan didin ku daxwaza Şerîetê di dilê wan de nivîsî ye. Wijdana wan jî ji wan re şahidiyê dike, çimkî fikrên wan, an wan sûcdar dikin, an jî carna wan diparêzin;
erê, li gor Mizgîniya ku ez didim, rojek wê bê ku Xwedê wê bi destê Mesîh Îsa dîwana tiştên mirovan ên nependî bike.
Îcar tu yê ku ji xwe re dibêjî Cihû, tu pişta xwe bi Şerîetê ve girê didî û bi zanîna Xwedê pesnê xwe didî!
Ji ber ku tu bi Şerîetê hatiyî hînkirin, tu daxwaza Xwedê dizanî û tu dikarî bêjî ya herî qenc kîjan e.
Tu ji xwe piştrast î ku tu rêberê koran î û ji bo wan ên ku di tariyê de ne, ronahî yî.
Tu perwerdekarê bêfêman û mamosteyê nezanan î, di Şerîetê de xwediyê tevahiya zanîn û rastiyê yî.
Îcar tu yê ku yên din hîn dikî, ma tu xwe hîn nakî? Tu yê ku li hember diziyê dipeyivî, ma tu didizî?
Tu yê ku dibêjî: «Zînayê nekin», ma tu bi xwe zînayê dikî? Tu yê ku ji pûtan nefret dikî, ma tu perestgehan talan dikî?
Tu yê ku pesnê xwe bi Şerîetê didî, ma tu bi şikandina Şerîetê, Xwedê bêrûmet dikî?
Çawa ku hatiye nivîsîn: «Ji rûyê we di nav miletan de çêrî navê Xwedê tê kirin.»
Îcar, eger tu Şerîetê pêk bînî, sinet bi kêr tê, lê eger tu Şerîetê dişikênî, sinetbûna te bûye bêsinetî.
Îcar, eger yê sinetnebûyî emrên Şerîetê pêk bîne, ma bêsinetiya wî sinetbûn nayê hesabkirin?
Û yê ku di bedenê de sinet nebûye, lê Şerîetê pêk tîne, wê te sûcdar derxe, çimkî tu xwediyê nivîsara wê yî û sinetbûyî yî, lê tu Şerîetê dişikênî.
Çimkî Cihû ne ew e ku li ber çav Cihû ye û ne jî sinetbûn ew e ku li ber çav di bedenê de tê kirin.
Lê belê Cihû ew e ku di hundir de Cihû ye û sinetbûn jî sinetbûna dil e; ev ne karê herfê Şerîetê yê, lê karê Ruh e. Pesnê yê weha ne ji mirovan, lê ji Xwedê ye.
Madem wisa ye, çi taybetiya Cihûyan heye? An feyda sinetbûnê çi ye?
Bi her awayî gelek e. Berî her tiştî peyvên Xwedê li wan hatine spartin.
Eger hinekan ji wan, bawerî neanîbe, çi dibe? Ma bêbaweriya wan dilsoziya Xwedê betal dike?
Na, tu caran! Bila Xwedê rast û her mirov derewker be. Çawa ku hatiye nivîsîn: «Da ku, tu di peyvên xwe de rastdar derkevî Û çaxê ku bêyî dîwankirin, tu bi ser bikevî.»
Lê eger neheqiya me rastdariya Xwedê nîşan dide, em çi bêjin? Ma Xwedê neheq e ku xezeba xwe bîne ser me? – Ez wek mirovan dibêjim. –
Na, tu caran! Nexwe Xwedê wê çawa dîwana dinyayê bike?
Lê eger bi derewkariya min rastiya Xwedê ji bo rûmeta wî zêde dibe, çima ez dîsa wek gunehkarekî, sûcdar têm derxistin?
Çima em nebêjin: «Em xerabiyê bikin, da ku qencî jê derkeve?» wek ku hinek buxtanê li me dikin û tiştên ku me negotine davêjin ser me. Cezaxwarina yên weha rast e.
Îcar çi? Ma em Cihû çêtir in? Na, bi tu awayî! Çimkî me berê jî hem Cihû û hem jî miletên din sûcdar kirin ku ew hemû di bin hêza guneh de ne.
Çawa ku hatiye nivîsîn: «Tu kesê rast tune, tenê yek jî tune.
Tu kesê ku fêm dike tune, Tu kesê ku li Xwedê digere tune.
Hemû ji rê derketin, Hemû bi hev re bêkêr bûn. Tu kesê ku qenciyê dike tune, Yek tenê jî tune.
Gewriya wan gora vekirî ye, Bi zimanê xwe dixapînin. Jehra marê reş di bin zimanê wan de ye.
Devê wan bi nifir û tehliyê tije ye.
Lingên wan ji bo rijandina xwînê bilez in.
Şopa wan wêranbûn û rebenî ye
Û ew riya aştiyê nizanin.
Tirsa Xwedê li ber çavê wan tune. »
Îcar em dizanin her tiştê ku Şerîet dibêje, ji wan mirovan re dibêje ku di bin Şerîetê de ne, da ku her dev bê girtin û hemû dinya li ber Xwedê sûcdar be.
Çimkî bi kirina Şerîetê tu kes li ber Xwedê rastdar dernakeve. Ji ber ku bi Şerîetê guneh tê zanîn.
Lê niha, bêyî şerîetê, rastdariya Xwedê eşkere bû û Şerîet û Nivîsarên Pêxemberan jî jê re şahidiyê dikin.
Ev rastdariya ji Xwedê ya ku bi bawerkirina bi Îsa Mesîh e, ji bo wan hemûyan e ku bawer dikin. Çimkî tu cihêtî tune:
Hemûyan guneh kir û ji rûmeta Xwedê bêpar man.
Ew bi kerema wî, bi rizgariya ku bi Mesîh Îsa hatiye, bê berdêl rastdar derdikevin.
Xwedê ew ji bo wan ên ku baweriyê bînin, wek goriyeke kefaretê bi xwîna wî pêşkêş kir. Wî ev kir, da ku dadperweriya xwe nîşan bide, çimkî wî bi sebra xwe çavên xwe li wan gunehên ku berê hatibûn kirin neqand.
Wî ev yek kir, da ku di dema niha de rastdariya xwe eşkere bike û ew bi xwe rastdar be û yê ku baweriyê bi Îsa bîne, rastdar derkeve.
Îcar pesindan li ku derê ma? Ew li derve ma. Bi çi qanûnê? Ma bi kirina Şerîetê? Na, lê belê bi qanûna baweriyê.
Çimkî bîr û baweriya me ev e ku mirov bêyî kirina Şerîetê, bi baweriyê rastdar derdikeve.
Ma Xwedê, tenê Xwedayê Cihûyan e? Ma ew ne Xwedayê miletên din e jî? Belê, ew yê miletên din e jî,
çimkî Xwedê yek e û ewê yên sinetbûyî ji ber baweriya wan û yên sinetnebûyî jî bi baweriyê rastdar derxe.
Eger wisa ye, ma em bi baweriyê Şerîetê betal dikin? Na, tu caran! Lê belê em Şerîetê erê dikin.
Nexwe em li ser Birahîmê ku li gor bedenê bavkalê me ye çi bêjin?
Eger Birahîm ji ber kirinên xwe rastdar derketibe, heqê wî heye ku pesnê xwe bide, lê belê ne li ber Xwedê.
Ma Nivîsara Pîroz çi dibêje? «Birahîm ji Xwedê bawer kir û ev yek jê re rastdarî hat hesabkirin.»
Eger mirovek kar dike, destmiza wî ne kerem, lê belê deyn tê hesabkirin.
Lê ji wî re, ku ji kirinên xwe ne piştrast e, lê baweriyê bi Xwedayê ku yê nepak rastdar derdixe tîne, baweriya wî rastdarî tê hesab kirin.
Çawa ku Dawid jî li ser bextewariya wî mirovê ku Xwedê wî bêyî kirinan rastdar hesab dike, dibêje:
«Xwezî bi wan mirovên ku li neheqiyên wan hatiye bihûrtin Û gunehên wan hatine nixumandin.
Xwezî bi wî mirovê ku Xudan ji wî re guneh hesab nake!»
Ma ev bextewarî tenê ji bo yên sinetbûyî, an ji bo yên sinetnebûyî ye jî? Em dibêjin ku «baweriya Birahîm jê re rastdarî hat hesab kirin.»
Îcar ew çawa rastdar hat hesabkirin? Ma ev piştî sinetbûna wî, an berî sinetbûna wî bû? Ev ne piştî sinetbûna wî bû, lê belê berî sinetbûna wî bû.
Birahîm hê sinetnebûyî nîşana sinetê wek mora rastdariya ku bi baweriyê tê, stand. Bi vî awayî Birahîm bû bavê wan hemûyên ku bê sinet baweriyê tînin, da ku ew jî rastdar bên hesabkirin.
Wisa jî Birahîm bû bavê yên sinetbûyî yên ku ne bi tenê sinet bûne, lê li ser şopa baweriya bavê me Birahîm a ku beriya sinetbûna wî hebû, diçin.
Çimkî soza ku ji Birahîm û dûndana wî re hat dayîn ku ewê dinyayê mîras bistîne, ne bi riya Şerîetê, lê bi riya rastdariya ku ji baweriyê tê, hat dayîn.
Eger yên ku li gor Şerîetê dijîn wêris bin, hingê bawerî pûç û soz betal e.
Çimkî Şerîet xezebê tîne; lê dera ku şerîet lê tune, şikandina şerîetê jî tune.
Ji ber vê yekê soz bi baweriyê ve girêdayî ye, da ku bi keremê be û ji bo hemû dûndana Birahîm ewledar be. Ne tenê ji bo yên ku bi Şerîet in, lê belê ji bo yên ku wek Birahîm bawer dikin jî. Çimkî ew bavê me hemûyan e.
Çawa ku hatiye nivîsîn: «Min tu kirî bavê gelek miletan.» Birahîm li ber wî Xwedayî bawer kir ê ku miriyan vedijîne û wek ku hene, gazî tiştên neyî dike.
Birahîm di bêhêvîtiyê de bi hêvî bawer kir û bû «bavê gelek miletan». Wek ku hatibû gotin: «Dûndana te wê weha be.»
Çaxê ew fikirî ku hema bêje bedena wî miriye – çimkî ew li dor sed salî bû – û Sara nikare zarokan bîne, ew di baweriyê de qels nebû.
Ew bi bawernekirinê li ser soza Xwedê dudilî nebû, lê belê di baweriyê de hêzdar bû û rûmet da Xwedê.
Ew tam piştrast bû, soza ku Xwedê daye ew dikare bike jî.
Ji ber vê yekê baweriya wî «jê re rastdarî hat hesab kirin.»
Îcar gotina «jê re rastdarî hat hesab kirin» ne tenê ji bo Birahîm hat nivîsîn,
lê belê ji bo me jî hatiye nivîsîn. Ji me re jî bawerî wê rastdarî bê hesabkirin, em ên ku baweriyê bi wî yê ku Xudanê me Îsa ji nav miriyan rakir, tînin.
Îsa di ber neheqiyên me de teslîmî mirinê hat kirin û ji bo rastderxistina me rabû.
Îcar, ji ber ku em bi baweriyê rastdar derketine, em bi saya Xudanê me Îsa Mesîh, bi Xwedê re di aştiyê de ne.
Bi saya wî em bi baweriyê gihîştine vê kerema ku em tê de sekinî ne. Û em bi hêviya rûmeta ku Xwedê wê bide, pesnê xwe didin.
Ne bi vê tenê, lê belê em bi tengahiyên xwe jî pesnê xwe didin, çimkî em dizanin ku tengahî ragirtinê,
ragirtin tecrûbê û tecrûbe jî hêviyê tîne.
Û hêvî me nade şermkirin, çimkî hezkirina Xwedê, bi saya Ruhê Pîroz ê ku ji me re hatiye dayîn, rijiyaye dilê me.
Ji ber ku hê em qels bûn, Mesîh di dema kifşkirî de ji bo nepakan mir.
Kêm caran yek ji bo mirovekî rast dimire. Ji bo mirovekî qenc belkî yek mirinê bide ber çavê xwe,
lê belê Xwedê hezkirina xwe ya ji me bi vê kifş dike ku hê em gunehkar bûn, Mesîh ji bo me mir.
Îcar niha em bi xwîna wî rastdar derketibin, emê hê çiqas zêdetir bi saya wî ji xezebê xilas bibin.
Çimkî eger hê ku em dijmin bûn, em bi mirina Kurê wî bi Xwedê re li hev hatibin, niha bi wî re lihevhatî, emê hê çiqas bêtir bi jiyana Kurê wî xilas bibin.
Lê belê ji vê zêdetir, em bi saya Xudanê xwe Îsa Mesîhê ku em bi Xwedê re li hev anîne, pesnê xwe didin.
Loma ka çawa bi saya yek mirovî guneh ket dinyayê û ji guneh mirin hat, wisa jî mirin derbasî hemû mirovan bû, çimkî hemûyan jî guneh kir.
Hê beriya hatina Şerîetê li dinyayê guneh hebû, lê eger şerîet nebe, guneh nayê hesabkirin.
Lê belê mirinê ji dema Adem heta dema Mûsa hukumdarî kir. Heta li ser wan ên ku wek sûcê Adem guneh nekirin jî. Adem mînaka wî kesê ku wê bihata bû.
Lê belê diyarî ne wek neheqiya wî ye. Çimkî eger gelek ji ber sûcê yek mirovî miribin, kerema Xwedê û diyariya bi kerema yek mirovî, yanî bi ya Îsa Mesîh, ji bo gelekan hê bêtir zêde bûye.
Û diyarî ne wek gunehê wî kesî ye. Çimkî dîwankirina yek sûcî, sûcdarî anî, lê diyariya ku piştî gelek neheqiyan hat, rastdariyê tîne.
Çimkî eger mirinê, ji ber neheqiya yek mirovî û bi wî, hukumdarî kiribe, yên ku kerema Xwedê ya zêde û diyariya rastdariyê distînin, wê bi yekî, yanî bi Îsa Mesîh di jiyanê de çiqas bêtir hukumdariyê bikin.
Îcar ka çawa bi neheqiya yek mirovî, hemû mirov sûcdar derketin, wisa jî bi karê rastdariyê yê yekî, ji bo hemû mirovan rastdarî û jiyan hat.
Û çawa bi neguhdariya yek mirovî gelek bûn gunehkar, wisa jî bi guhdana yekî gelek wê rastdar bên derxistin.
Lê Şerîet ket navberê, da ku sûc zêdetir bibe; lê belê li dera ku guneh lê zêde bûye, kerem hê bêtir zêde bûye,
da ku çawa guneh bi mirinê hukumdarî kir, wisa kerem jî bi rastdariyê hukumdariyê bike û bi saya Xudanê me Îsa Mesîh jiyana herheyî bîne.
Nexwe em çi bêjin? Ma ji bo ku kerem zêde bibe, em di nav guneh de berdewam bikin?
Na, tu caran! Em ên ku li hember guneh mirine, êdî çawa dikarin di nav guneh de bijîn?
An ma hûn nizanin, em hemû yên ku di hevpariya Mesîh Îsa de imad bûne, em di hevpariya mirina wî de imad bûne.
Îcar em bi imadbûnê bûn hevparên mirina wî, bi wî re hatin veşartin; da ku, çawa Mesîh bi rûmeta Bav ji nav miriyan rabû, wisa em jî di jiyana nûbûyî de rêve herin.
Çimkî eger em di mirineke mîna ya wî de bi wî re bûbin yek, emê di vejîna wî de jî bi wî re bibin yek.
Em dizanin ku mirovê me yê kevin bi wî re hatiye xaçkirin, da ku nefsa me ya gunehkar betal bibe û êdî em ji guneh re xulamtiyê nekin.
Çimkî mirovê ku miriye ji guneh azad bûye.
Îcar, eger em bi Mesîh re mirine, em bawer dikin ku emê bi wî re bijîn jî.
Em dizanin ku Mesîh ji nav miriyan rabûye û êdî ew namire û êdî hukumdariya mirinê li ser wî nemaye.
Mirina ku ew mir bi carekê li hember guneh bû, lê jiyana ku ew dijî, ji Xwedê re dijî.
Bi vî awayî hûn jî xwe li hember guneh mirî, lê bi Mesîh Îsa ji bo Xwedê zindî bihesibînin.
Îcar nebe ku guneh di bedena we ya mirindar de hukumdariyê bike û nebe ku hûn li gor xwestekên wê bikin.
Ne jî endamên bedena xwe wek hacetên neheqiyê pêşkêşî guneh bikin. Lê belê wek ên ku ji nav miriyan rabûne, xwe pêşkêşî Xwedê bikin û endamên bedena xwe jî wek hacetên rastdariyê pêşkêşî Xwedê bikin.
Çimkî guneh wê li ser we hukumdariyê neke. Ji ber ku hûn ne di bin Şerîetê de, lê belê hûn di bin keremê de ne.
Îcar çi? Ji ber ku em ne di bin Şerîetê de, lê belê di bin keremê de ne, ma em guneh bikin? Na, tu caran!
Ma hûn nizanin ku hûn ji bo xulamtiyê xwe bidin destê kê, hûn xulamên wî ne û hûn bi ya wî dikin? An ji bo mirinê hûn xulamên guneh in, an jî ji bo rastdariyê hûn xulamên guhdanê ne.
Lê şikir ji Xwedê re: Bi ser ku hûn xulamên guneh bûn jî, we ji dil û can guh da tewrê wê hîndariya ku hûn lê hatine spartin.
Îcar hûn ji guneh hatin azadkirin û ji rastdariyê re bûn xulam.
Ji ber qelsiya nefsa we ez li gor mirovan dibêjim. Çawa ku we demekê endamên bedena xwe bi xulamtî ji bo neheqiyê pêşkêşî pîsîtî û neheqiyê dikir, wisa jî niha endamên bedena xwe bi xulamtî ji bo pîroziyê pêşkêşî rastdariyê bikin.
Çaxê ku hûn xulamên guneh bûn, hûn ji rastdariyê azad bûn.
Îcar hingê we çi ber ji wan tiştên ku niha hûn ji wan şerm dikin, civand? Dawiya wan tiştan mirin e.
Lê niha hûn ji guneh hatine azadkirin û ji Xwedê re bûne xulam. Berê ku hûn dicivînin, pîrozî ye û dawiya wî jiyana herheyî ye.
Çimkî meaşê ku guneh dide, mirin e; lê diyariya Xwedê, bi Xudanê me Mesîh Îsa jiyana herheyî ye.
Ma hûn nizanin, birano – çimkî ez ji yên ku Şerîetê dizanin re dibêjim – heta ku mirov sax e desthilatiya Şerîetê li ser wî heye.
Mesela, jineke mêrkirî heta ku mêrê wê sax e, bi qanûnê pê ve girêdayî ye; lê eger mêrê wê bimire, ew ji wê qanûna ku wê bi mêr ve girêdide, azad dibe.
Îcar, heta ku mêrê wê sax e, ew bibe jina mêrekî din, ew zînakar tê hesibandin. Lê eger mêrê wê bimire, hingê ew ji wê qanûnê azad dibe û ew bibe jina mêrekî din jî, ew ne zînakar e.
Bi vî awayî birayên min, hûn bi bedena Mesîh ji Şerîetê re mirin, da ku hûn bibin yên yekî din, yanî wî yê ku ji nav miriyan rabûye û em ji bo Xwedê ber bidin.
Dema ku hê em li gor nefsê dijiyan, xwestekên guneh ên ku bi Şerîetê hişyar dibûn, di endamên bedena me de dixebitîn, da ku ji mirinê re ber bidin.
Lê em li hember Şerîeta ku em girtin mirine, em niha jê hatin azadkirin, da ku em ne di riya kevin a herfên Şerîetê de, lê di riya nû ya Ruh de xizmetê bikin.
Îcar em çi bêjin? Ma Şerîet guneh e? Na, tu caran! Lê belê eger Şerîet nebûya, minê nezanibûya ku guneh çi ye. Çimkî eger Şerîetê negota: «Çavê xwe neavêjê tiştekî!», minê nezanibûya ku çavavêtin çi ye.
Lê guneh bi rêberiya emir fersend dît û her cûreyê çavavêtinê di dilê min de peyda kir. Çimkî Şerîet tune be, guneh mirî ye.
Ez bi xwe ji bo demekê bê Şerîet zindî bûm, lê gava emir hat, guneh vejiya
û ez mirim. Ew emrê ku diviya jiyan bianiya, bû sedemê mirina min.
Çimkî guneh bi rêberiya emir fersend dît, ez xapandim û bi destê wî ez kuştim.
Îcar Şerîet pîroz e û emir pîroz, rast û qenc e.
Nexwe, ma tiştê qenc ji min re mirin anî? Na, tu caran! Lê guneh, ji bo kifş bibe ku guneh e, bi tiştê qenc ji min re mirin anî, da ku bi saya emir guneh hê bêtir gunehkarî bê dîtin.
Çimkî em dizanin ku Şerîet ruhanî ye, lê ez nefsanî me û wek xulamekî ji guneh re hatime firotin.
Ez nizanim ku ez çi dikim. Çimkî tiştê ku ez dixwazim ez nakim, lê belê tiştê ku ez jê nefret dikim, ez dikim.
Lê eger tiştê ku ez naxwazim ez dikim, ez erê dikim ku Şerîet qenc e.
Nexwe, hingê yê ku vî tiştî dike ne ez im, lê belê ew gunehê ku di dilê min de rûdine, dike.
Çimkî ez dizanim ku di dilê min de, yanî di nefsa min de, tiştekî qenc nasekine. Daxwaza min heye, lê ez nikarim tiştê qenc pêk bînim
Tiştê qenc ê ku ez dixwazim, ez nakim; lê belê tiştê xerab ê ku ez naxwazim, ez dikim.
Îcar, eger ez tiştê ku ez naxwazim dikim, hingê yê ku dike ne ez im, lê belê ew gunehê ku di dilê min de ye dike.
Nexwe ez ji vê yekê vê qanûnê dertînim: Gava ku ez dixwazim ya qenc bikim, ya xerab li ber min amade ye.
Li gor mirovê hundir kêfa min ji Şerîeta Xwedê re tê,
lê ez di endamên bedena xwe de qanûneke din dibînim. Ev jî bi qanûna ku hişê min qebûl dike re şer dike û min ji qanûna guneh re ya ku di endamên min de ye, dike hêsîr.
Ez çi mirovekî reben im! Kî wê min ji vê bedena mirinê rizgar bike?
Bi saya Xudanê me Îsa Mesîh, şikir ji Xwedê re! Îcar ez bi hişê xwe ji qanûna Xwedê re, lê bi nefsa xwe ji qanûna guneh re xulamtiyê dikim.
Ji ber vê yekê, niha ji bo wan ên ku bi Mesîh Îsa re ne, tu sûcdarderketin tune.
Çimkî qanûna Ruhê ku bi Mesîh Îsa jiyanê dide, ez ji Şerîeta guneh û mirinê azad kirim.
Ew tiştê ku Şerîetê nikaribû bike, ji ber ku ji sedemê nefsê ji hêz ketibû, Xwedê kir: Wî Kurê xwe di şiklê bedena gunehkar de şand, da ku bibe goriya gunehan û bi vî awayî guneh di nefsa mirov de sûcdar derxist.
Wisa ku rastdariya ku Şerîet dixwaze, di jiyana me yên ku ne li gor nefsê, lê belê li gor Ruh rêve diçin de, bê cih.
Çimkî yên ku li gor nefsê dijîn, li ser tiştên nefsê difikirin, lê yên ku li gor Ruh dijîn, li ser tiştên Ruh difikirin.
Dawiya fikirîna li gor nefsê mirin e, lê dawiya fikirîna li gor Ruh jiyan û aştî ye.
Çimkî fikirîna li gor nefsê dijminahiya li hember Xwedê ye, ew bi ya Şerîeta Xwedê nake û hem jî nikare bike.
Îcar yên ku li gor nefsê dijîn, nikarin li Xwedê xweş bên.
Lê hûn ne li gor nefsê, lê li gor Ruh dijîn, çimkî Ruhê Xwedê di dilê we de rûdine. Kesê ku Ruhê Mesîh pê re tune be, ew ne yê Mesîh e.
Û eger Mesîh di dilê we de ye, beden ji ber guneh mirî ye, lê Ruh ji ber rastdariyê jiyanê dide.
Û eger Ruhê wî yê ku Îsa ji nav miriyan rakir, di dilê we de rûniştiye, ewê ku Mesîh ji nav miriyan rakir, wê bi Ruhê xwe yê ku di dilê we de rûdine, bedenên we yên mirindar jî vejîne.
Îcar birano, madem ku wisa ye, em deyndar in, lê ne deyndarên nefsê ne ku em li gor wê bijîn.
Çimkî eger hûn li gor nefsê bijîn, hûnê bimirin; lê eger hûn kirinên bedenê bi Ruh bikujin, hûnê bijîn.
Hemû yên ku bi Ruhê Xwedê tên rêvebirin, kurên Xwedê ne.
Çimkî we ruhê xulamtiyê yê ku careke din we dibe tirsê nestand, lê belê we ruhê kurîtiyê stand. Û em bi vî Ruhî «Abba – Bavo!» gazî dikin.
Ruh bi xwe, bi ruhê me re şahidiyê dike ku em zarokên Xwedê ne.
Madem ku em zarok in, hingê em wêris in jî, em wêrisên Xwedê û hemwêrisên Mesîh in. Û madem ku em bi wî re cefayê dikişînin, emê bi wî re bên birûmetkirin jî.
Ez dihesibînim ku ev cefayê vî wextî, li ber wê rûmeta ku wê ji me re bê eşkerekirin, qet ne tiştek e.
Çimkî afirandin, bi bendewariyeke kelegerm li hêviya xuyabûna zarokên Xwedê disekine.
Ji ber ku afirandin ne bi daxwaza xwe, lê belê ji ber wî yê ku ew bindest kiriye, li ber pûçîtiyê hatiye bindestkirin. Lê belê hêvî heye
ku afirandin bi xwe jî, ji xulamtiya rizîbûnê azad bibe û bigihîje azadiya zarokên Xwedê ya bi rûmet.
Çimkî em dizanin ku tevahiya afirandinê heta niha bi hev re dinale û wek êşa zarokanînê êşê dikişîne.
Û ne bi tenê afirandin, lê em bi xwe jî, em ên ku me Ruh wek para pêşî standiye, ji kûr ve dinalin û li benda kurîtiyê û azadbûna bedena xwe ne.
Çimkî em bi hêviyê xilas bûn. Lê hêviya ku tê dîtin, ne hêvî ye. Ma tiştê ku mirov dibîne çawa hêvî dike?
Lê eger em, tiştê ku em nabînin hêvî dikin, em bi sebir li bendê dimînin.
Bi vî awayî Ruh jî di qelsiya me de alîkariyê dike. Çimkî em nizanin ka divê em çawa dua bikin; lê belê Ruh bi xwe bi nalînên ku nayên îfadekirin ji bo me mehderê dike.
Û Xwedayê ku li dilan dikole bi fikirîna Ruh dizane. Çimkî Ruh li gor daxwaza Xwedê ji bo pîrozan mehderê dike.
Îcar em dizanin ji bo wan ên ku ji Xwedê hez dikin û li gor mebesta wî hatine gazîkirin, hemû tişt bi hev re ji bo qenciyê dixebitin.
Çimkî Xwedê ew ên ku ji berê ve bijartine, ji berê ve kifş jî kirin ku di sûretê Kurê wî de bin. Wisa ku Kur di nav gelek birayan de yê nixurî be.
Û Xwedê yên ku ji berê ve kifş kiribûn gazî jî kirin, yên gazîkirî rastdar jî derxistin û yên rastdar derxistî bi rûmet jî kirin.
Îcar em li ser van tiştan çi bêjin? Eger Xwedê ji aliyê me ye, kî dikare li hember me be?
Ewê ku Kurê xwe nedirixand, lê belê ji bo me hemûyan ew teslîm kir, ma ewê çawa bi wî re her tiştî nede me.
Ma kî dikare bijartiyên Xwedê sûcdar bike? Yê ku wan rast derdixe Xwedê ye.
Ma kî dikare sûcdar derxe? Mesîh Îsa yê ku mir û ji vê jî zêdetir ji nav miriyan rabû, li milê Xwedê yê rastê ye û mehdera me dike.
Ma kî dikare me ji hezkirina Mesîh veqetîne? Ma cefa, an tengahî, an êşandin, an xela, an tazîbûnî, an talûke, an ku şûr?
Wek ku hatiye nivîsîn: «Tevahiya rojê em di ber te de tên kuştin, Wek miyên şerjêkirinê tên hesibandin.»
Lê belê bi saya wî yê ku ji me hez dike, em di van hemûyan de hê bêtir bi ser dikevin.
Çimkî ez piştrast im ku ne mirin, ne jiyan, ne milyaket, ne serwerî, ne tiştên niha heyî, ne tiştên ku bên, ne hêz,
ne bilindahî, ne kûrahî û ne jî afirînekî din dikare me ji hezkirina Xwedê ya ku bi Xudanê me Mesîh Îsa ye, veqetîne.
Ez yê Mesîh, rastiyê dibêjim, ez derewan nakim û wijdana min jî bi Ruhê Pîroz vê yekê ji min re erê dike:
Xemgîniyeke min a mezin û di dilê min de êşeke bêrawestin heye.
Çimkî min dixwest ku ez ji dêl birayên xwe, hemnîjadên xwe red bibûma û ji Mesîh dûr biketama.
Ew Îsraêlî ne; kurîtî, rûmet, peyman, dayîna Şerîetê, perizîn û soz ên wan in.
Bav û kal, yên wan in û li gor bedenê Mesîh ji wan e. Mesîh li ser hemûyan e, Xwedayê her û her pîroz e. Amîn.
Lê ev nayê wê manê ku peyva Xwedê pûç derketiye. Çimkî hemû yên ku ji dûndana Îsraêl in, ne Îsraêlî ne.
Ew ji dûndana Birahîm bin jî, hemû ne zarokên wî ne. Lê hatiye gotin: «Ji Îshaq dûndana te wê zêde bibe.»
Yanî ne zarokên bedenê zarokên Xwedê ne, lê belê zarokên sozê dûndan tên hesibandin.
Çimkî gotina sozê ev bû: «Saleke din, di vê demê de ezê vegerim û wê kurekî Sara hebe.»
Ne bi tenê ev, lê zarokên Rebeka jî ji yek bavî, ji bavê me Îshaq bûn.
Hê ku zarok çênebûbûn û tiştekî qenc an xerab nekiribûn, ji wê re hat gotin ku: «Yê mezin wê ji yê biçûk re xulamtiyê bike.» Ev wisa çêbû, da ku mebesta bijartina Xwedê ne li gor kirinan, lê li gor gazîkirina wî be.
Wek ku hatiye nivîsîn: «Min ji Aqûb hez kir, lê ji Esaw nefret kir.»
Îcar em çi bêjin? Ma gelo neheqî li ba Xwedê heye? Na, tu caran!
Çimkî ew ji Mûsa re dibêje: «Yê ku ez rehmê lê dikim, ezê rehmê lê bikim Û yê ku dilê min pê dişewite, wê pê bişewite.»
Îcar ev ne bi xwestin û bezîna mirov, lê belê bi rehma Xwedê ye.
Çimkî di Nivîsara Pîroz de ji Firewn re weha tê gotin: «Ji bo vê yekê min tu rakirî, da ku ez hêza xwe li ser te nîşan bidim û navê min li seranserê dinyayê bê danbihîstin.»
Loma ew bixwaze rehmê li kê bike, dike û bixwaze dilê kê hişk bike, hişk dike.
Îcar tê ji min re bêjî: «Nexwe çima Xwedê hê li qusûra mirov dinêre? Ma kî dikare li hember daxwaza wî raweste?»
Lê camêr, tu kî yî ku tu li hember Xwedê bersîvê didî? Gelo tiştê ku ji herriyê hatiye çêkirin, ji yê ku ew çêkiriye re dibêje: «Te çima ez weha çêkirim?»
Ma desthilatiya cerçêker li ser herriyê tune ku ji eynî loda herriyê firaxekê ji bo karên bi rûmet û yeke din jî ji bo karên bêrûmet çêke?
Eger Xwedê ji ber ku dixwest xezeba xwe nîşan bide û hêza xwe bide zanîn, bi bîhnfirehiyeke mezin li hember wan firaxên ku hêjayî xezebê ne û ji bo helakbûnê amade ne, ragirtibe, em çi bêjin?
Wî wisa kir, da ku dewlemendiya rûmeta xwe ji firaxên rehmê re bide zanîn, yên ku wî ji berê ve ew ji bo rûmetê amade kirin.
Em jî di nav wan de ne, yên ku wî ne tenê ji nav Cihûyan, lê ji nav miletên din jî gazî kirin.
Wek ku ew di nivîsara Hoşêya pêxember de jî dibêje: «Ji yên ku ne gelê min in re ezê bêjim: ‹Gelê min› Û ji ya heznekirî re ezê bêjim: ‹Hezkiriya min.›»
Û «li dera ku ji wan re hatiye gotin: ‹Hûn ne gelê min in›, Li wê derê wê ji wan re bê gotin: ‹Zarokên Xwedayê jîndar.›»
Îşaya pêxember jî li ser Îsraêl weha diqîre: «Hejmara zaryên Îsraêl bi qasî seylaka ber deryayê be jî, bi tenê jêmayiyeke wan wê xilas bibe.
Çimkî Xudan wê fermana xwe zûka û bi carekê ser rûyê erdê pêk bîne.»
Wek ku Îşaya ji berê ve gotiye: «Eger Xudanê Ordiyan ji me re dûndanek nehişta, emê bibûna wek Sodomê û bimînana Gomorayê.»
Îcar em çi bêjin? Ew miletên ku li pey rastdariyê neçûn, gihîştin rastdariyê, yanî gihîştin wê rastdariya ku ji baweriyê tê.
Lê gelê Îsraêl ê ku li pey şerîeta ku rastdariyê pêşkêş dike diçû, negihîşt wê şerîetê.
Çima? Ji ber ku ew ne bi baweriyê, lê belê wek ku wê bi kirinan çêbe lê geriyan. Ew li kevirê terpilînê ketin û terpilîn.
Wek ku hatiye nivîsîn: «Va ye, ez li Siyonê kevirekî terpilînê, Lateke hilterpilînê datînim. Lê ku baweriyê bi wî bîne, nayê şermkirin.»
Birano, daxwaza dilê min û lavakirina min a ji Xwedê ji bo xilasiya Îsraêliyan e.
Ez ji bo wan şahidiyê dikim ku xîreta wan ji bo Xwedê heye, lê belê xîreta wan ne bi zanîn e.
Çimkî wan rastdariya ku ji Xwedê tê, fêm nekir û xebitîn ku ya xwe bi xwe ava bikin û serî li ber rastdariya Xwedê danenîn.
Çimkî Mesîh dawiya Şerîetê ye, da ku ji bo her kesê ku bawer bike rastdarî hebe.
Mûsa li ser rastdariya ku ji Şerîetê tê weha dinivîse: «Mirovê ku van tiştan bike, wê bi wan bijî.»
Lê rastdariya ku ji baweriyê ye weha dibêje: «Di dilê xwe de nebêje: Kî wê hilkişe ezmên?» – yanî, ji bo ku Mesîh bîne xwarê –
an jî: «Kî wê dakeve diyarê miriyan?» – ji bo ku Mesîh ji nav miriyan derîne. –
Lê belê çi dibêje? Dibêje: «Peyv» – yanî peyva baweriyê ya ku em didin bihîstin – «nêzîkî te ye, li ser zimanê te û di dilê te de ye».
Eger tu bi devê xwe eşkere bikî ku Îsa Xudan e û di dilê xwe de bawer bikî ku Xwedê ew ji nav miriyan rakiriye, tê xilas bibî.
Çimkî ji bo rastdariyê bi dil tê bawerkirin û ji bo xilasbûnê jî bi dev tê eşkerekirin.
Nivîsara Pîroz dibêje: «Her kesê ku baweriyê bi wî bîne, nayê şermkirin.»
Di navbera Cihû û miletên din de cihêtî tune; eynî Xudan Xudanê hemûyan e û ji hemûyên ku gazî wî dikin re merd e.
Çimkî: «Her kî ku gazî navê Xudan bike, wê xilas bibe.»
Lê ewê çawa gazî wî yê ku bawerî pê neanîne bikin? Û ewê çawa baweriyê bi wî yê ku li ser nebihîstine bînin? Îcar bêyî ku yek bide bihîstin, ewê çawa bibihîzin?
Û eger ew neyên şandin, ewê çawa Mizgîniyê bidin? Wek ku hatiye nivîsîn: «Lingên wan ên ku Mizgîniya xêrê tînin çi spehî ne.»
Lê belê hemûyan li gor Mizgîniyê nekir. Çimkî Îşaya dibêje: «Ya Xudan, kê bi xebera ku me da, bawer kir?»
Îcar bawerî ji bihîstinê tê û tiştê bihîstî ji peyva Mesîh e.
Lê belê ez dibêjim: Ma wan nebihîst? Belê, bêguman bihîstin; çimkî: «Dengê wan gihîşt tevahiya erdê û peyvên wan gihîştine kujên dinyayê.»
Dîsa ez dibêjim: Ma Îsraêl ev fêm nekir? Pêşî Mûsa dibêje: «Ezê we, bi wan ên ku ne milet in bînim xîretê Û bi miletekî fêmkor hêrsa we rakim.»
Îşaya bê tirs weha dibêje: «Ez ji aliyê wan ên ku li min nedigeriyan ve hatim dîtin, Ez li yên ku li min nedipirsîn xuya bûm.»
Lê li ser Îsraêl weha dibêje: «Tevahiya rojê min destên xwe dirêjî miletekî rikdar û neguhdar kir.»
Îcar ez dipirsim: Ma Xwedê gelê xwe red kir? Na, tu caran! Ez bi xwe jî yekî Îsraêlî me, ji dûndana Birahîm û ji eşîra Binyamîn im.
Xwedê gelê xwe yê ku ji berê ve bijartiye red nekir. An ma hûn nizanin ku Nivîsara Pîroz li ser Êlyas çi dibêje û ew çawa li ber Xwedê giliyê Îsraêl dike?
Ew dibêje: «Ya Xudan, wan pêxemberên te kuştin, gorîgehên te hilweşandin. Ez bi tenê mam û li kuştina min jî digerin.»
Lê bersîva ku Xwedê dide wî, çi ye? «Min heft hezar mirovên ku li ber Baal neçûne ser çokan, ji xwe re veqetandine.»
Wisa, di vî wextî de jî jêmayiyeke ku bi keremê hatiye hilbijartin heye.
Îcar, eger ev bi keremê ye, êdî ne bi kirinan e; an nexwe kerem êdî nabe kerem.
Îcar çi? Îsraêl negihîşt tiştê ku lê digeriya. Lê yên bijartî gihîştinê û dilê yên din hişk bû,
wek ku hatiye nivîsîn: «Xwedê ruhekî tevizîbûnê daye wan, Heta roja îro jî çavên ku nabînin Û guhên ku nabihîzin dane wan.»
Û Dawid dibêje: «Bila sifra wan ji bo wan bibe Daf û xefik, ceza û terpilîn.
Bila çavên wan tarî bibin, da ku nebînin Û herdem pişta wan xwar be.»
Îcar ez dipirsim: Ma ji bo ku ew bikevin, ew terpilîn? Na, tu caran! Lê belê bi terpilîna wan xilasî ji miletan re hat, da ku Îsraêlî bihesidin.
Îcar, eger terpilîna wan ji dinyayê re û şikestina wan ji miletan re bûbe dewlemendî, temambûna hejmara wan hê çiqas bêtir wê bibe dewlemendî!
Lê niha ez ji we miletan re dibêjim: Madem ku ez Şandiyê miletan im, ez xizmeta xwe bilind dikim,
da ku ez bi riyekê, yên ku ji gelê min in bihesidînim û hinekan ji wan xilas bikim.
Çimkî eger redbûna wan bûbe lihevhatina dinyayê ya bi Xwedê re, hingê qebûlbûna wan ne jiyana ji nav miriyan be, wê çi be?
Eger hevîrê pêşî pîroz be, tevahiya hevîr pîroz e. Eger ra pîroz be, çiqil jî pîroz in.
Lê eger hin çiqil hatin birrîn û tu yê ku dara zeytûnê ya bejik î û bi wan ve hatiyî tamandin û bûyî hevparê ra û qelewiya dara zeytûnê,
li hember wan çiqilan pesnê xwe nede. Lê eger tu pesnê xwe didî, bîne bîra xwe ku ne tu ra hildigirî, lê belê ra te hildigire.
Belkî jî tu bêjî: «Çiqilên darê hatin birrîn, da ku ez bêm tamandin.»
Erê, rast e. Ew ji ber bêbaweriya xwe hatin birrîn, lê belê tu bi baweriyê disekinî. Îcar pozbilind nebe, lê bitirse.
Çimkî eger Xwedê, çiqilên darê yên xweheyî nedirixandin, te jî nadirixîne.
Îcar bala xwe bide qencî û hişkiya Xwedê. Ew li hember ên ketî hişk e; lê ji te re qenc e – eger tu di qenciya wî de bimînî. An na tu jî, tê bêyî birrîn.
Û eger Îsraêlî jî di bêbaweriyê de nemînin, wê bên tamandin; çimkî Xwedê dikare wan careke din bitamîne.
Çimkî eger tu ji dareke zeytûnê ya ku di xweheyiya xwe de bejik e, hatiyî birrîn û bervajiyê xweheyiyê bi dara zeytûna qenc ve hatiyî tamandin, ew ên ku çiqilên xweheyî ne, wê hê çiqas zêdetir bi dara xwe ya zeytûnê ve bên tamandin!
Birano, ez naxwazim ku hûn ji vê sirê bêhay bin, da ku hûn xwe zana nebînin. Sir ev e ku dilê pareke gelê Îsraêlê hişk bû, heta ku hejmara miletên ku wê xilas bibin temam bibe.
Û bi vî awayî tevahiya Îsraêlê wê xilas bibe, wek ku hatiye nivîsîn: «Rizgarkar wê ji Siyonê bê, Ewê nepakiyê ji Aqûb dûr bixe.
Çaxê ku ez gunehên wan rakim, Peymana min a bi wan re ev e.»
Ji aliyê Mizgîniyê ve ew ji bo feyda we dijmin in, lê ji aliyê bijartinê ve ew ji bo xatirê bav û kalan hezkirî ne.
Çimkî diyariyên Xwedê û gazîkirina wî bi şûn ve nayên standin.
Çawa ku demekê we bi ya Xwedê nekir û niha bi neguhdariya wan hûn gihîştin rehmê;
bi vî awayî niha ev bûn neguhdar, da ku bi wê rehma ku li we bûye, ew jî bigihîjin rehmê.
Çimkî Xwedê hemû kirin girtiyên neguhdariyê, da ku li hemûyan rehmê bike.
Ey kûrahiya dewlemendî, şehrezayî û zanîna Xwedê! Ma kî dikare dîwankirina wî fêm bike! Ma kî dikare riyên wî salix bide!
«Ma kê bi fikra Xudan zaniye? An kî jê re bû şîretkar?»
«Ma kê pêşî tiştek daye wî, Ku bi şûn ve bistîne?»
Çimkî her tişt ji wî ye, bi wî ye û ji bo wî ye. Bila rûmet her û her ji wî re be. Amîn.
Ji bo vê yekê birano, ez ji ber rehma Xwedê ji we hêvî dikim ku hûn bedena xwe wek goriyeke zindî, pîroz û ji bo Xwedê meqbûl pêşkêş bikin. Perizîna we ya ruhanî ev e.
Hûn li gor vê dinyayê nekin, lê belê bi nûbûna hişê xwe werin guhertin, da ku hûn fêm bikin daxwaza Xwedê – tiştên qenc, meqbûl û bêkêmahî – çi ye.
Ez bi wê kerema ku ji min re hatiye dayîn ji her yekî ji we re dibêjim: Bila tu kes ji ya ku pêwist e zêdetir li ser xwe nefikire, lê bila li gor pîvana baweriya ku Xwedê li her kesî leva kiriye, bi sergiranî bifikire.
Çimkî wek ku di bedena me de gelek endam hene û karê hemû endaman cihê ye,
wisa jî em ên ku gelek in, em bi Mesîh yek beden in û em hemû endamên hev in.
Û li gor kerema ku ji me re hatiye dayîn, diyariyên me yên cihê hene. Eger diyariya yekî pêxemberîtî ye, bila li gor pîvana baweriyê bike.
Eger xizmet e, bila xizmetê bike; eger mamoste ye, bila hîn bike.
Eger şîretkar e, bila şîretkariyê bike. Yê ku dide, bila bi merdî bide. Yê ku serweriyê dike, bila bi xîretkêşî bike. Yê ku dilovaniyê dike, bila bi rûgeşî bike.
Bila hezkirin bê durûtî be. Ji ya xerab nefret bikin, xwe li ya qenc bigirin.
Di biraheziyê de, bi dilovanî ji hevdû hez bikin. Di hurmetgirtinê de ji xwe bêtir hurmeta hevdû bigirin.
Di xîretkêşiyê de sist nebin, di ruh de kelegerm bin, ji Xudan re xizmetê bikin.
Di hêviyê de şa bin, di tengahiyê de sebir bikin, di duayê de bi xîret bin.
Ji hewcedariyên pîrozan re alîkar bin, xwe bidin mêvanperweriyê.
Yên ku tengahiyê didin we, ji wan re qenciyê bixwazin; qencîxwaz bin û nifiran li wan nekin.
Bi yên ku şa dibin re, şa bin, bi yên ku digirîn re bigirîn.
Li hember hev hemfikir bin. Ne pozbilind bin, lê bi yên ku kêm tên dîtin re, hevaltiyê bikin; xwe zana nebînin.
Di şûna xerabiyê de li tu kesî xerabiyê nekin; lê li ber hemû mirovan hay ji kirina tiştên qenc hebin.
Eger bibe, heta ku ji destê we bê, bi hemû mirovan re di aştiyê de bin.
Hezkirîno, heyfa xwe nestînin, lê rê bidin xezeba Xwedê. Çimkî hatiye nivîsîn: «Heyfhilanîn ya min e. Xudan dibêje: ‹Ezê bergîdana wê bidim.›»
Lê belê: «Eger dijminê te birçî ye, xwarinê bidê; tî ye, avê bidê. Çimkî bi kirina vê yekê, tê pelên êgir bi serê wî de kom bikî.»
Bila xerabî te bindest neke; lê belê tu bi qenciyê xerabiyê bindest bike.
Bila her kes bi ya hukûmeta li ser xwe bike; çimkî hukûmeta ku ne ji aliyê Xwedê ve ye tune û yên heyî ji aliyê Xwedê ve hatine danîn.
Ji ber vê yekê, yê ku li hember desthilatiyê derkeve, ew li ber sazûmana Xwedê radibe û yên ku li ber radibin, wê dîwankirina xwe bînin.
Çimkî hukumdar ne ji bo karê qenc, lê belê ji bo karê xerab tirsdar in. Ma tu dixwazî ku ji hukûmetê netirsî? Tu ya qenc bike, tê ji aliyê wê ve bêyî pesindan.
Çimkî ew ji bo qenciya te xizmetkarê Xwedê ye. Lê eger tu ya xerab bikî, bitirse; ji ber ku ew badîhewa şûr hilnagire. Ew xizmetkarê Xwedê ye, da ku xezebê li yê ku xerabiyê dike bibarîne û wan ceza bike.
Loma ne tenê ji ber xezebê, lê belê ji ber wijdanê jî divê serî bê danîn.
Ji ber vê yekê hûn bacê jî didin, çimkî ew xizmetkarên Xwedê ne û karê wan ev e.
Heqê her kesî bidinê: Yê ku heqê wî yê bacê heye, bacê bidinê yê ku heqê wî yê gumrikê heye, gumrikê; yê ku heqê wî yê tirsê heye, tirsê û yê ku heqê wî yê siyanetê heye, siyaneta wî bigirin.
Ji hevhezkirinê pê ve ji bo tu tiştî nebin deyndarê tu kesî. Çimkî yê ku ji yê din hez dike, Şerîet pêk aniye.
Ew emrê ku dibêje: «Zînayê neke», «Nekuje», «Nedize», «Çavê xwe neavêjê tiştekî» û eger emrekî din hebe, hemû dikevin nav vê gotinê: «Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.»
Hezkirin xerabiyê li cîran nake; loma hezkirin pêkanîna Şerîetê ye.
Vê yekê bikin, çimkî hûn dizanin ku çi wext e; êdî saet hat ku hûn ji xewê hişyar bibin, ji ber ku niha xilasiya me, ji dema ku me bawerî anî nêzîktir e.
Şev pêşve çûye, roj nêzîk bûye. Îcar rabin, em karên tariyê ji ser xwe bavêjin û xwe bi çekên ronahiyê rapêçin.
Wek ku bi roj e, em bi awayekî serfiraz rêve herin; ne bi kêfkirina bi harîtî û serxweşî, ne bi fuhûşî û şehwetê, ne bi pevçûn û ne jî bi çavnebariyê.
Lê belê xwe bi Xudan Îsa Mesîh rapêçin û ji bo xwestekên nefsê tu tiştî peyda nekin.
Yê ku di baweriyê de qels e qebûl bikin, lê li ser fikrên xumalî bi wî re devjeniyê nekin.
Baweriya yekî rê dide ku her tiştî bixwe, lê yê ku baweriya wî qels e, bi tenê pincarê dixwe.
Bila yê ku dixwe, wî yê ku naxwe kêm nebîne û yê ku naxwe bila wî yê ku dixwe dadbar neke; çimkî Xwedê ew qebûl kiriye.
Tu kî yî ku tu xizmetkarê yekî din dadbar dikî? Ew dikeve an disekine, mîrzayê wî dizane; lê ewê bisekine, çimkî Xudan dikare wî bisekinîne.
Yek, rojekê di ser roja din re digire, yê din hemû rojan wekhev dibîne. Bila her yek ji dîtina xwe piştrast be.
Yê ku rojekê di ser rojeke din re digire, ji bo Xudan digire û yê ku dixwe jî ji bo Xudan dixwe, çimkî ji Xwedê re şikir dike. Û yê ku naxwe jî ji bo Xudan naxwe û ji Xwedê re şikir dike.
Ji me tu kes ji bo xwe najî û tu kes ji bo xwe namire.
Eger em bijîn, em ji bo Xudan dijîn; eger em bimirin, em ji bo Xudan dimirin. Îcar em bijîn jî, em bimirin jî, em ên Xudan in.
Ji ber ku Mesîh ji bo vê yekê mir û vejiya, da ku ew hem bibe Xudanê miriyan û hem jî yê zindiyan.
Îcar tu çima birayê xwe dadbar dikî? An tu çima birayê xwe kêm dibînî? Em hemû, emê li ber kursiyê Xwedê yê dîwanê rawestin.
Çimkî hatiye nivîsîn: «Xudan dibêje: Bi heyîna min, her çok wê li ber min bitewe Û her ziman wê eşkere bike û bêje: ‹Tu Xwedê yî.›»
Îcar her yek ji me wê li ser xwe hesab bide Xwedê.
Loma êdî em hevdû dadbar nekin. Lê hê zêdetir, biryarê bidin ku hûn astengekê daneynin pêşiya birayekî ku biterpile an ji rê derkeve.
Ez dizanim û di baweriya Xudan Îsa de piştrast im ku tu tişt ji ber xwe ne murdar e. Lê çaxê ku yek tiştekî murdar bihesibîne, ew ji bo wî murdar e.
Îcar, eger ji ber tiştê ku tu dixwî, birayê te xemgîn dibe, êdî tu li gor hezkirinê rêve naçî. Wî yê ku Mesîh ji bo wî miriye, bi xwarina xwe helak neke.
Îcar bila li ser vê yeka ku hûn qenc dibînin, bi xerabî neyê peyivîn.
Çimkî Padîşahiya Xwedê ne xwarin û vexwarin e, lê belê rastdarî, aştî û şahiya bi Ruhê Pîroz e.
Yê ku bi vê yekê ji Mesîh re xizmetê dike, li Xwedê xweş tê û ji aliyê mirovan ve tê erêkirin.
Madem ku wisa ye, em bikevin pey tiştên ku ji bo aştiyê û avakirina hevdû ne.
Ji bo xwarinê karê Xwedê xera neke. Erê, her tişt helal e, lê belê yê ku bi tiştên ku dixwe dibe sedemê terpilîna hinekên din, ew xerabiyê dike.
Ya qenc ew e ku tu goşt nexwî, şerabê venexwî û tu tiştê ku birayê te pê diterpile nekî.
Bîr û baweriya te, bila li ber Xwedê ji bo te be. Xwezî bi wî yê ku di tiştê ku erê dike de, xwe bi xwe dadbar nake.
Lê yê ku dudilî ye û dixwe, sûcdar tê derxistin, çimkî ne ji baweriyê ye. Her tiştê ku ne ji baweriyê ye, guneh e.
Em ên ku xurt in, em deyndar in ku em qelsiyên wan ên ku di baweriyê de lewaz in, hilgirin û li dilxweşkirina xwe negerin.
Bila her yek ji me ji bo qenciya cîranê xwe dilê wî xweş bike, da ku ew bê avakirin.
Çimkî Mesîh jî ne dilê xwe bi xwe xweş kir, lê belê çawa ku hatiye nivîsîn: «Bêsiyanetkirina wan ên ku te bêsiyanet dikin, hat ser min.»
Îcar ji berê ve her çi hatibe nivîsîn, ji bo perwerdebûna me hatiye nivîsîn, da ku bi sebir û bi handana Nivîsarên Pîroz hêviya me hebe.
Û bila Xwedayê sebir û handanê, bike ku hûn li gor Mesîh Îsa hemfikir bin,
da ku hûn hemû bi yek dil û bi yek devî, pesnê Xwedê, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh bidin.
Ji ber vê yekê ji bo rûmeta Xwedê çawa ku Mesîh hûn qebûl kirin, hevdû qebûl bikin.
Ez ji we re dibêjim ku Mesîh di ber rastiya Xwedê de, ji Cihûyan re bû xizmetkar, da ku sozên ji bav û kalan re rast derîne
û milet ji bo rehma wî pesnê Xwedê bidin. Çawa ku hatiye nivîsîn: «Ji ber vê yekê ezê di nav miletan de ji te re şikir bikim, ji navê te re lavijeyan bêjim.»
Û ew dîsa dibêje: «Ey miletno, bi gelê wî re şa bibin.»
Û careke din: «Ey hemû miletno, pesnê Xudan bidin Û bila hemû gel wî bilind bikin.»
Îşaya pêxember jî dibêje: «Rayê Yêşa wê derkeve, ewê rabe, Da ku serokatiyê li ser miletan bike Û milet wê hêviya xwe bi wî ve girê bidin.»
Îcar bila Xwedayê hêviyê, di baweriyê de dilê we bi hemû şahî û aştiyê tije bike, da ku bi hêza Ruhê Pîroz hêviya we zêde bibe.
Birayên min, ez bi xwe ji we piştrast im ku hûn bi xwe jî bi qenciyê tije ne, bi her zanînê rapêçandî ne û hûn dikarin şîretan li hevdû bikin.
Dîsa jî bi wê kerema ku ji aliyê Xwedê ve ji min re hatiye dayîn, min bi dilawêrî li ser çend tiştan ji we re nivîsiye, da ku ez wan careke din bînim bîra we.
Ev kerem ji min re hat dayîn, da ku ez ji bo miletan xizmetkarê Mesîh Îsa bim, yanî ez ji bo Mizgîniya Xwedê karê kahîntiyê dikim, da ku milet bibin pêşkêşeke bi Ruhê Pîroz pîrozbûyî û meqbûl.
Loma ez bi saya Mesîh Îsa ji bo xizmeta xwe ya ji Xwedê re serbilind im.
Ji bilî wan tiştên ku Mesîh bi destên min kirin, da ku milet bi ya wî bikin, ez newêrim li ser tiştekî din bipeyivim. Wî ev bi gotin û kirinê,
bi hêza nîşan û karên mezin, bi hêza Ruhê Xwedê kiriye. Wisa ku, ji Orşelîmê bigire heta bi Îlîryayê ez geriyam û min Mizgîniya Mesîh bi tevahî da bihîstin.
Armanca min ev e ku ez li dera ku navê Mesîh hê lê nehatiye bihîstin Mizgîniyê belav bikim; ne ku ez li ser bingeha ku hinekên din danîne ava bikim.
Lê çawa ku hatiye nivîsîn: «Yên ku li ser wî ji wan re nehatiye gotin, wê bibînin, Û yên ku li ser wî nebihîstine, wê fêm bikin.»
Ji ber vê yekê gelek caran asteng ji hatina min a ba we re derketin.
Lê niha ji ber ku êdî li van deran cihê ku ez bixebitim nema û ji gelek salan ve ez dixwazim bêm ba we,
çaxê ku ez herim Spanyayê, ez dixwazim bêm ba we. Hêviya min ew e ku çaxê ez di wir re derbas bibim, ez we bibînim, pêşî piçekê ji dîtina we têr bibim û paşê ji aliyê we ve bêm bi rê kirin.
Lê niha ez diçim Orşelîmê, da ku ez ji pîrozên li wir re xizmetê bikim.
Çimkî ji dilê bawermendên Mekedonya û Axayayê hat ku ji bo belengazên nav pîrozên Orşelîmê alîkariyekê bikin.
Erê, ev li wan xweş hat û bi rastî jî ew deyndarên wan in. Madem milet bûn hevparên tiştên ruhanî yên Cihûyan, ew deyndar in ku bi tiştên cismanî jî ji wan re xizmetê bikin.
Îcar piştî ku min ev anî serî û ev diyariya ku hatiye civandin gihand destê wan, ezê bêm ba we û ji nav we herim Spanyayê.
Û ez dizanim ku gava ez bêm ba we, ezê bi tijetiya bereketa Mesîh bêm.
Birano, ez bi Xudanê me Îsa Mesîh û bi hezkirina Ruh ji we hêvî dikim ku hûn bi min re, li ber Xwedê bi xîret ji bo min dua bikin.
Wisa ku ez ji wan ên ku li Cihûstanê bawer nakin rizgar bibim û xizmeta min a li Orşelîmê ji pîrozan re meqbûl be,
û ez bi daxwaza Xwedê bi şahî bêm ba we û bi we re bîhna xwe vedim.
Xwedayê aştiyê bi we hemûyan re be. Amîn.
Ez xwişka me Fîbiyê ji we re tewsiye dikim. Ew bi xwe alîkara civîna bawermendan a li Kenxêryayê ye.
Wê bi navê Xudan, bi awayekî ku li pîrozan tê, qebûl bikin û çi hewcedariya wê bikeve ba we, alîkariya wê bikin. Çimkî ew jî ji gelekan re û ji min re jî bû alîkar.
Silavan li Priskîla û Akîlas bikin, ku bi saya Mesîh Îsa hevalkarên min in.
Wan di ber min de stûyê xwe danîn. Ne bi tenê ez, lê belê hemû civînên bawermendan ên di nav miletan de jî ji wan re spasdar in.
Silavan li civîna ku li mala wan dicive jî bikin. Silavan li hevalê min ê hezkirî Apênetos bikin. Ew ji wan ên ku li herêma Asyayê bawerî bi Mesîh anîne, yê pêşî ye.
Silavan li Meryema ku ji bo we gelek xebitiye bikin.
Silavan li Andronîkos û li Yûnya bikin, ku di nav Şandiyan de giranbiha ne, mirovên min û bi min re girtî ne û hê beriya min bawerî bi Mesîh anîne.
Silavan li Ampliyatos bikin ê ku bi saya Xudan hezkiriyê min e.
Silavan li hevalkarê me yê bi Mesîh Urbanos û li hezkiriyê min Staxîs bikin.
Silavan li Apêlîs ê ku bi Mesîh hatiye erêkirin, bikin. Silavan li maliyên Arîstopolos bikin.
Silavan li mirovê min Hêrodiyon bikin. Silavan li maliyên Narkîs bikin ên ku di baweriya Xudan de ne.
Silavan li Trîfênayê û li Trîfosayê bikin, yên ku di xizmeta Xudan de dixebitin. Silavan li Persîsa delal a ku di xizmeta Xudan de gelek ked daye bikin.
Silavan li bijartiyê Xudan Rûfos û diya wî ya ku ji min re jî dêyîtî kiriye, bikin.
Silavan li Asînkrîtos, Flêgon, Hermîs, Patrobas, Hermas û li birayên ku bi wan re ne bikin.
Silavan li Fîlologos, Yûliya, Nêrews û xwişka wî, li Olîmpas û hemû pîrozên ku bi wan re ne bikin.
Bi ramûsana pîroz silavan li hevdû bikin. Hemû civînên bawermendan ên Mesîh silavan li we dikin.
Îcar, birano, ez ji we hêvî dikim ku haya we ji wan mirovan hebe yên ku li hember wê hîndariya ku hûn hîn bûne, dubendiyê çêdikin û xelkê diterpilînin. Ji wan dûr bin.
Çimkî yên weha ne ji Xudanê me Mesîh re, lê belê ji zikê xwe re xizmetê dikin. Bi gotinên xweş û xemilandî dilê mirovên saf dixapînin.
Guhdana we gihîşt guhê hemûyan. Loma ez ji bo we şa dibim. Lê ez dixwazim ku hûn ji bo kirinên qenc jîr û ji bo yên xerab saf bin.
Xwedayê aştiyê wê di demeke kurt de Îblîs di bin lingên we de biperçiqîne. Kerema Xudanê me Îsa li ser we be.
Hevalkarê min Tîmotêyos û mirovên min Lûkyos, Yason û Sosîpatros silavan li we dikin.
Ez Tertiyos, yê ku ev name nivîsiye, bi navê Xudan silavan li we dikim.
Gayosê ku mêvandarê min û tevahiya civînê ye silavan li we dike. Xiznedarê bajêr Erastos û birayê me Kuwartos silavan li we dikin.
Îcar bila rûmet ji wî Xwedayî re be yê ku dikare li gor Mizgîniya min û danezana Îsa Mesîh we qayîm bike; ew sira ku ji demên berê ve hatibû veşartin
niha eşkere bûye û bi nivîsarên pêxemberan li gor emrê Xwedayê herheyî hatiye dazanîn da ku hemû milet bi ya baweriyê bikin.
Bila bi saya Îsa Mesîh her û her rûmet ji Xwedê re be, ew Xwedayê ku bi tenê zana ye. Amîn.
Ji Pawlosê ku bi daxwaza Xwedê hatiye gazîkirin ku bibe Şandiyê Mesîh Îsa û ji birayê me Sostênîs,
ji civîna bawermendan a Xwedê ya li Korîntê, ji yên ku bi Mesîh Îsa hatine pîrozkirin û ji bo pîrozbûnê hatine gazîkirin û ji hemûyên ku li her derê gazî navê Îsa Mesîhê ku Xudanê me û yê wan e dikin re:
Ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, kerem û aştî li ser we be.
Ji bo kerema Xwedê ya ku bi Mesîh Îsa ji we re hatiye dayîn, ez hergav ji bo we ji Xwedayê xwe re spas dikim.
Çimkî ka çawa şahidiya Mesîh di nav we de qayîm bûye, hûn bi wî di her tiştî de, di peyivîn û di zanînê de dewlemend bûne.
Wisa ku di tu diyariya ruhanî de kêmahiya we tune û hûn li hêviya xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh disekinin.
Ew jî wê we heta dawiyê qayîm bike, da ku hûn di Roja Xudanê me Îsa Mesîh de bêqusûr bin.
Xwedê dilsoz e: ji aliyê wî ve hûn hatine gazîkirin, da ku hevpariya we bi Kurê wî, Xudanê me Îsa Mesîh re hebe.
De îcar xwişk û birano, ez bi navê Xudanê me Îsa Mesîh hêvî ji we dikim, hûn hemû eynî tiştî bifikirin, bila di nav we de dubendî tune be; lê li ser eynî fikrê û eynî dîtinê bibin yek.
Çimkî xwişk û birano, ji aliyê mirovên Xiloyê ve ji min re hat gotin ku di nav we de pevçûn heye.
Yanî ez li ser vê dibêjim: Her yek ji we dibêje: «Ez yê Pawlos im» an: «Ez yê Apolos im» an: «Ez yê Kîfas im» an jî: «Ez yê Mesîh im.»
Ma Mesîh hatiye parve kirin? Ma Pawlos ji bo we hat xaçkirin? An ku hûn bi navê Pawlos imad bûn?
Ez ji Xwedê re şikir dikim ku min ji Krîspos û Gayos pê ve tu kes ji we imad nekiriye;
wisa ku tu kes nebêje ku hûn bi navê min imad bûne.
– Belê min maliyên Stefanas jî imad kirin, ji vê zêdetir ez nizanim ku min kesek din imad kiriye an na. –
Çimkî Mesîh ez neşandim ku ez imad bikim, lê belê ez şandim ku ez Mizgîniyê bidim. Min ev yek bi şehrezayiya gotinan nekir, da ku xaça Mesîh hêza xwe winda neke.
Erê, peyva li ser xaçê ji bo yên ku helak dibin bêaqilî ye, lê ji bo me yên ku rizgar dibin hêza Xwedê ye.
Çimkî hatiye nivîsîn: «Ezê zanebûna zaneyan tune bikim, Ezê fêmdariya fêmdaran betal bikim.»
Ma yê zana li ku derê ye? Yê Şerîetzan li ku derê ye? Devjenîkerê şehreza yê vê dinyayê li ku derê ye? Ma Xwedê şehrezayiya dinyayê venegerand bêaqiliyê?
Madem ku dinyayê li gor şehrezayiya Xwedê, bi şehrezayiya xwe Xwedê nas nekir, li Xwedê xweş hat ku yên baweriyê tînin bi bêaqiliya Mizgîniyê rizgar bike.
Cihû nîşanan dixwazin û Yewnanî li şehrezayiyê digerin,
lê em, Mesîhê ku hatiye xaçkirin didin bihîstin. Ew ji bo Cihûyan terpilînek û ji bo miletan bêaqilî ye;
lê ji bo yên ku hatine gazîkirin, hem ji bo Cihû û hem jî ji bo Yewnaniyan, ev Mesîh hêza Xwedê û şehrezayiya Xwedê ye.
Çimkî bêaqiliya xwedayî di ser şehrezayiya mirovan re û bêhêziya Xwedê jî di ser hêza mirovan re ye.
Îcar birano, li gazîkirina xwe binêrin: Di nav we de li gor fikrên mirovan gelekên şehreza, gelekên hêzdar, gelekên esilzade ne hatine gazî kirin.
Lê belê Xwedê, ji bo ku şehrezayan bide şermkirin, tiştên dinyayê yên bêaqil bijartin; û Xwedê, ji bo ku yên hêzdar bide şermkirin, tiştên dinyayê yên qels bijartin.
Xwedê, ji bo ku tiştên ku hene betal bike, tiştên dinyayê yên bê rûmet û kêm tên dîtin, tiştên ku tunin jî, bijartin.
Wisa ku tu kes li ber Xwedê pesnê xwe nede.
Bi saya Xwedê hûn bi Mesîh Îsa re ne, yê ku ji aliyê Xwedê ve ji bo me bû şehrezayî, rastdarî, pîrozî û rizgarî.
Ji bo vê yekê çawa ku hatiye nivîsîn: «Yê ku pesnê xwe dide, bila bi Xudan pesnê xwe bide.»
Birano, çaxê ku ez hatim ba we ku ez sira Xwedê ji we re diyar bikim, ez ne bi peyvên xemilandî an şehrezayî hatim.
Çimkî gava ku ez di nav we de bûm, min biryar da ku ez ji Îsa Mesîhê ku hatî xaçkirin pê ve tiştekî din nezanibim.
Ez bi qelsî û bi tirs hatim ba we; ez gelek jî dilerizîm.
Peyv û danezana min, ne bi qanîkirina peyvên şehrezayiyê, lê bi berçavanîna hêza Ruh bû,
da ku baweriya we ne li ser şehrezayiya mirovan be, lê li ser hêza Xwedê be.
Erê, em di nav yên gihîştî de şehrezayiyê dibêjin. Lê ev şehrezayî ne ya vê dinyayê ye û ne jî ya serokên wê ne, yên ku wê ji holê bên rakirin.
Lê belê em şehrezayiya Xwedê ya bi sir û veşartî dipeyivin, a ku Xwedê ji beriya dem û zemanan ve ji bo rûmeta me kifş kiriye.
Tu kesî ji serokên vê dinyayê bi vê nezanî. Eger bizanibûna, wê Xudanê rûmetê xaç nekirana.
Lê belê çawa ku hatiye nivîsîn: «Tiştên ku çavan nedîtine û guhan nebihîstine Û di fikra mirov re derbas nebûne, Xwedê ew ji bo wan ên ku ji wî hez dikin, amade kirine.»
Lê Xwedê ew bi Ruh ji me re kifş kirin. Çimkî Ruh li her tiştî, li tiştên Xwedê yên kûr jî dikole.
Ma tiştên mirov, ji ruhê mirov ê ku di hundirê mirov de ye pê ve, kî dizane? Wisa jî ji Ruhê Xwedê pê ve, tu kes bi tiştên Xwedê nizane.
Îcar me ne ruhê dinyayê, lê belê Ruhê ku ji Xwedê tê stand, da ku em wan tiştên ku Xwedê ji me re kirine diyarî, bizanin.
Em van, ne bi peyvên ku bi şehrezayiya mirovî hatine hînkirin, lê belê bi peyvên ku Ruh hîn kirine dibêjin. Em tiştên ruhanî ji mirovên ruhanî re eşkere dikin.
Lê mirovê nefsanî tiştên Ruhê Xwedê qebûl nake, ev jê re bêaqilî ne. Nikare wan bizane jî, ji ber ku ev tişt bi riyên ruhanî tên fêmkirin.
Yê ruhanî dikare her tiştî fêm bike, lê ew ji aliyê tu kesî ve nayê fêm kirin.
«Ma kê bi fikra Xudan zaniye Ku hînî wî bike?» Lê fikra Mesîh bi me re ye.
Îcar birano, min nikaribû wek ku bi mirovên ruhanî re tê peyivîn, bi we re bipeyivim. Lê belê ez bi we re wek mirovên bedenî û zarokên di baweriya Mesîh de, peyivîm.
Min ne xwarin, lê belê min şîr da we. Çimkî we hê nikaribû ku hûn ragirin û niha jî hûn nikarin.
Çimkî hê jî hûn bedenî ne. Madem ku di nav we de çavnebarî û devjenî heye, ma hûn ne bedenî ne? Ma hûn wek mirovên din najîn?
Gava ku yek bêje «Ez yê Pawlos im» û yê din bêje: «Ez yê Apolos im», ma hingê hûn ne mirov in?
Îcar Apolos kî ye, Pawlos kî ye? Li gor ku Xudan daye her yekî ji wan, ew xizmetkar in û we bi rêberiya wan bawerî aniye.
Min çand, Apolos av da; lê belê Xwedê mezin kir.
Îcar ne yê ku çandiye û ne jî yê ku av daye tiştek e; lê belê Xwedê, yê ku mezin dike, girîng e.
Yê ku çandiye û yê ku av daye yek in; her yek ji wan wê li gor keda xwe bergîdan bistîne.
Çimkî em hevparên Xwedê yên xebatê ne, hûn zeviya Xwedê, avahiya Xwedê ne.
Li gor kerema Xwedê ya ku ji min re hat dayîn, min wek qesirbendekî şehreza bingeh danî, yekî din jî li ser ava dike. Bila her kes bala xwe bidiyê ku çawa li ser ava dike.
Çimkî tu kes ji bingeha ku hatiye danîn, yanî ji Îsa Mesîh pê ve, nikare bingeheke din deyne.
Eger yek li ser vê bingeha zêr, zîv, kevirên hêja, dep, giya, qirş ava bike,
karê her kesî wê eşkere bibe. Çimkî ew Roj wê wî nîşan bide, çimkî kar wê bi êgir xuya bibe û agir bi xwe wê karê her kesî biceribîne ku çi cûre ye.
Eger karê ku mirovekî li ser wê bingehê ava kiriye bimîne, ewê xelat bistîne;
eger karê yekî bişewite, ewê zirarê bibîne. Lê ew bi xwe wê rizgar bibe, lê wek ku di agir re derbas bibe wê rizgar bibe.
Ma hûn nizanin ku hûn Perestgeha Xwedê ne û Ruhê Xwedê di hundirê we de rûdine?
Eger kesek Perestgeha Xwedê xera bike, Xwedê jî wê wî xera bike. Çimkî Perestgeha Xwedê pîroz e û ew Perestgeh hûn in.
Bila tu kes xwe nexapîne. Eger di nav we de yek xwe li vê dinyayê şehreza hesab bike, bila bêaqil be, da ku şehreza bibe.
Çimkî şehrezayiya vê dinyayê li ba Xwedê bêaqilî ye. Wek ku hatiye nivîsîn: «Ew şehrezayan di hîleyên wan de digire».
Û dîsa hatiye nivîsîn: «Xudan dizane ku fikrên şehrezayan pûç in.»
Loma bila tu kes pesnê xwe bi mirovan nede. Çimkî her tişt yê we ye:
Dixwazî bila Pawlos be, Apolos be, Kîfas be, dinya be, jiyan be, mirin be, dema niha be, dema ku bê be, hemû yên we ne;
û hûn yên Mesîh in, Mesîh jî yê Xwedê ye.
Bila mirov me xizmetkarên Mesîh û şahneyên sirên Xwedê bihesibînin.
Ne ev tenê, li vir ya ku ji şahneyan tê xwestin ew e ku ew mirovên dilsoz bin.
Îcar ji aliyê we ve an jî ji aliyê dadgeheke mirovî ve, dîwana min bê kirin, ji bo min tiştekî pirr biçûk e. Ez bi xwe jî dîwana xwe nakim.
Wijdana min rihet e, lê belê ev min bêsûc dernaxe. Dadgerê min Xudan e.
Ji ber vê yekê, heta ku Xudan bê, beriya wext, dîwana tiştekî nekin. Xudan wê tiştên di tariyê de veşartî ronahî bike û niyeta dilan eşkere bike. Hingê pesnê her kesî wê ji Xwedê be.
Birano, ji bo qenciya we, ji bo ku ji we re bibe mînak min ev hemû li ser xwe û li ser Apolos anîn; da ku hûn ji me vê yekê hîn bibin: «Dernekevin derveyî ya nivîsandî», da ku kes ji bo yekî li hember yê din xwe mezin neke.
Ma kî te ji yê din ferq dike? Ma çiyê te heye ku te ji Xwedê nestandiye? Madem te standiye, nexwe çima wek ku te nestandiye tu pesnê xwe didî?
Ji xwe hûn têr bûne, ji xwe hûn dewlemend bûne. Bêyî me we dest bi hukumdariyê kir. Xwezî we hukumdarî bikira, da ku me jî bi we re hukumdarî bikira.
Çimkî ez dibêjim qey Xwedê em şandî kirin ên herî kêm, wek ên ku ji bo kuştina li ber hemûyan, hatine pêşanîn. Çimkî em ji dinyayê re, ji milyaket û mirovan re bûn temaşe.
Em di ber Mesîh de bêaqil in, lê hûn bi saya Mesîh bi aqil in. Em bêhêz in, lê hûn bihêz in. Hûn xweyî rûmet, lê em bêrûmet in.
Heta vê saetê em tî û birçî ne û bêcil in; li me tê xistin û em bê cih û war in.
Em bi destên xwe dixebitin û keda xwe didin. Gava ku çêrî me tê kirin, em duayên xêrê dikin; gava tengahî li me tê kirin, em sebir dikin.
Gava ku buxtan li me tê kirin, em bi nermî dipeyivin. Heta niha em bûn mîna ziblê dinyayê û avriya her tiştî.
Ez van tiştan, ne ji bo ku we bidim şermkirin, lê ji bo ku ez wek zarokên xwe yên delal şîretan li we bikim dinivîsim.
Çimkî di baweriya Mesîh de, eger deh hezar perwerdekarên we hebin jî, gelek bavên we tunin; bi Mizgîniyê di baweriya Mesîh Îsa de ez bûm bavê we.
Loma ez hêvî ji we dikim ku hûn bibin mîna min.
Ji ber vê yekê min Tîmotêyos şand ba we. Ew bi saya Xudan zarokê min ê delal û dilsoz e. Ewê riyên min ên di baweriya Mesîh Îsa de bîne bîra we, yên ku ez li her derê, li her civîna bawermendan hîn dikim.
Wek ku ezê neyêm ba we, hinek ji we poz bilind bûne.
Lê belê eger Xudan bixwaze, ezê di nêzîk de bêm ba we. Hingê ezê ne gotina wan ên ku poz bilind bûne, lê belê hêza wan bizanim.
Çimkî Padîşahiya Xwedê ne bi gotinê ye, lê belê bi hêzê ye.
Hûn çi dixwazin? Ma ez bi dar bêm ba we, an ku bi hezkirin û ruhê nerm?
Bi rastî tê gotin ku di nav we de zîna heye. Hem jî zînayek wisa ku di nav miletên xwedênenas de jî tune: Heta yekî, jina bavê xwe biriye.
Îcar şûna ku we şîn bigirta, da ku yê ev tişt kiriye ji nav we bihata rakirin, we ne girt, bi ser de jî hûn xwe dinepixînin!
Bi bedenê ez ne li ba we bim jî, bi ruh ez di nav we de me. Wek ku ez di nav we de bim, min bi navê Xudan Îsa ji xwe biryara dîwana wî yê ku weha kiriye, daye.
Gava ku hûn bicivin û ruhê min jî bi we re, tevî hêza Xudanê me Îsa,
ji bo helakkirina bedenê, vî mirovî bidin destê Îblîs da ku di Roja Xudan de ruhê wî rizgar bibe.
Ne qenc e ku hûn pesnê xwe didin. Ma hûn nizanin ku piçek hevîrtirşk tevahiya hevîr tirş dike?
Xwe ji hevîrtirşkê kevin pak bikin ku hûn bibin hevîrê nû, wek ku hûn bê hevîrtirşk in. Çimkî berxê me yê Cejna Derbasbûnê Mesîh hatiye gorîkirin.
Ji ber vê yekê em cejnê, ne bi hevîrtirşkê kevin, ne bi hevîrtirşkê kîn û xerabiyê, lê belê bi nanê şkeva yê dilpakî û rastiyê bikin.
Min di nameya xwe de ji we re nivîsî ku hûn bi zînakaran re nebin heval.
Ez qet li ser zînakar, çavbirçî, nijdevan û pûtperestên vê dinyayê nabêjim. Eger wisa bûya, diviya ku hûn ji vê dinyayê derketana.
Lê niha ez ji we re dinivîsim, bi yekî ku bira tê gotin, lê zînakar, çavbirçî, pûtperest, çêrker, serxweş an nijdevan be, pê re têkiliyê nekin, heta bi yekî weha re xwarinê jî nexwin.
Ma çi karê min bi dîwankirina yên li derve heye? Ma nakeve ser we ku hûn dîwana yên hundir bikin?
Xwedê wê dîwana yên derve bike. «Mirovê xerab ji nav xwe derxin.»
Dema di nav we de doza yekî bi yekî din re hebe, çawa diwêre ku ne li ber pîrozan, lê li ber neheqan dozê veke?
Ma hûn nizanin ku pîroz wê dîwana dinyayê bikin? Madem ku hûnê dîwana dinyayê bikin, ma hûn têrê nakin ku li ser dozên herî biçûk biryarê bidin?
Ma hûn nizanin ku emê dîwana milyaketan bikin? Îcar tiştên rojane li ku derê dimînin?
Îcar çaxê dozên tiştên vê dinyayê di nav we de hebin, ma hûn wan ên ku ji aliyê civînê ve kêm tên dîtin, ji bo dîwankirinê rûdinînin?
Ji bo ku hûn şerm bibin, ez van dibêjim. Ma di nav we de yekî şehreza peyda nabe, ku bikare di navbera birayan de dadgeriyê bike?
Lê bira li hember bira dozê vedike, hem jî li ber bêbaweran!
Ya rast ji xwe li hember hevdû dozvekirina we, ji bo we bi tevahî binketin e. Ma ne çêtir e ku neheqî li we bê kirin? Ma ne çêtir e ku malê we bê xwarin?
Lê belê hûn bi xwe neheqiyê dikin û malê kesên din dixwin. Hem jî hûn vê yekê bi birayên dikin.
Ma hûn nizanin ku yên neheq Padîşahiya Xwedê mîras nastînin? Neyên xapandin! Yên ku fuhûşê dikin, an pûtperest, an zînakar, an qûnde, an qûngê,
an diz, an çavbirçî, an serxweş, an çêrker an jî nijdevan, Padîşahiya Xwedê mîras nastînin.
Û hin ji we weha bûn; lê belê bi navê Xudan Îsa Mesîh û bi Ruhê Xwedayê me hûn hatin şuştin, pîrozkirin û rastdarkirin.
«Ji bo min her tişt serbest e», lê belê her tişt ne bi kêr e. «Ji bo min her tişt serbest e», lê belê ez nabim bindestê tu tiştî.
Xwarin ji bo zik e, zik jî ji bo xwarinê ye. Lê belê Xwedê wê hem zik û hem jî xwarinê wêran bike. Beden ne ji bo fuhûşê ye, lê ji bo Xudan e. Xudan jî ji bo bedenê ye.
Xwedê hem Xudan rakir, hem jî wê bi hêza xwe me rake.
Ma hûn nizanin ku bedenên we endamên Mesîh in? Ma ez endamên Mesîh bistînim û bikim endamên fahîşeyê? Na, tu caran!
Ma hûn nizanin yê ku bi fahîşê ve bizeliqe, bi wê re dibe bedenek? Ji xwe hatiye gotin: «Herdu wê bibin bedenek.»
Lê yê ku bi Xudan ve bizeliqe, bi wî re dibe ruhek.
Ji fuhûşê birevin. Her gunehê ku mirov bike, li derveyî bedenê ye, lê yê ku fuhûşê dike, li hember bedena xwe guneh dike.
An ma hûn nizanin ku bedena we Perestgeha Ruhê Pîroz ê ku di hundirê we de ye, ku we ji Xwedê standiye? Hûn ne yên xwe bi xwe ne.
Çimkî hûn bi bihayekî hatin kirrîn; ji ber vê yekê Xwedê di bedena xwe de bilind bikin.
Îcar em bên ser tiştên ku we ji min re nivîsîne: «Ji bo mêr qenc e ku dest nede jinê.»
Lê ji ber fuhûşê, bila jina her mêrî bi xwe û mêrê her jinê bi xwe hebe.
Bila mêr heqê jina xwe, bi eynî awayî jin jî heqê mêrê xwe bide.
Li ser bedena jinê bi xwe ne desthilatiya wê, lê belê ya mêrê wê heye. Bi vî awayî li ser bedena mêr bi xwe jî ne desthilatiya wî, lê belê desthilatiya jina wî heye.
Hevdû mehrûm nekin; lê eger ji bo ku hûn xwe bidin duakirinê û bi dilê herdu aliyan be û ji bo demekê be, hingê çêdibe. Piştre dîsa herin ba hev, da ku Îblîs ji ber xwenegirtina we, we neceribîne.
Ez vê gotinê ne wek emir, lê wek destûrekê dibêjim.
Ez dixwazim ku hemû mirov wek min bi xwe bin. Lê belê hin bi vî awayî, hin bi wî awayî ne; diyariya her kesî bi xwe ji Xwedê heye.
Ez ji yên nezewicî û jinebiyan re dibêjim: Eger wek min bimînin ji bo wan qenc e.
Lê eger nikarin xwe bigirin, bila bizewicin. Çimkî ji dêla ku ew bişewitin, çêtir e ku bizewicin.
Ji yên zewicî re jî ez emir dikim, lê ne ez, Xudan emir dike: Bila jin dev ji mêrê xwe bernede.
Eger dev jê berde jî, bila bê mêr bimîne, an jî bila bi mêrê xwe re li hev bê. Bila mêr jî jina xwe bernede.
Lê ji yên din re ne Xudan, ez dibêjim: Eger jina birayekî ya ku baweriyê nayne hebe û jinik razî be ku bi mêrê xwe re bimîne, bila mêrê wê, wê bernede.
Û eger mêrê jinekê yê ku baweriyê nayne hebe û razî be ku bi wê re bimîne, bila wî bernede.
Çimkî mêrê ku baweriyê nayne, bi jina xwe tê pîrozkirin, jina ku bawer nake jî bi wî birayê ku mêrê wê ye tê pîrozkirin. Nexwe zarokên we murdar diman; lê niha pîroz in.
Lê eger yê ku baweriyê nayne dev jê berde, bila berde; bira an xwişkên di vê rewşê de, ne di bin hêsîrtiyê de ne. Xwedê hûn gazî aştiyê kirine.
Ey jinê, tu ji ku derê dizanî ku tê mêrê xwe rizgar bikî? Ey mêro, tu ji ku derê dizanî ku tê jina xwe rizgar bikî?
Lê Xudan çawa li her kesî leva kiribe, Xwedê çawa gazî her kesî kiribe, bila wisa bijî. Ez vê li hemû civînên bawermendan emir dikim.
Yek sinetbûyî hatibe gazîkirin? Bila ne sinetnebûyî be. Yek sinetnebûyî hatibe gazîkirin? Bila sinet nebe.
Sinetbûn ne tiştek e, sinetnebûn jî ne tiştek e; ya girîng pêkanîna emrên Xwedê ye.
Bila her kes di rewşa ku tê de hatiye gazîkirin de bimîne.
Gava ku tu hatî gazîkirin tu xulam bûyî? Xem nîne! Lê Eger tu bikarî azadiya xwe bi dest bixî, hê bêtir vê bi kar bîne.
Çimkî xulamê ku ji aliyê Xudan ve hatiye gazîkirin, ew azadê Xudan e. Bi vî awayî jî yê ku azad e hatiye gazîkirin, xulamê Mesîh e.
Hûn bi bihayekî hatin kirrîn, nebin xulamên mirovan.
Birano, her yek di çi rewşê de hatibe gazîkirin, bila li ber Xwedê di wê rewşê de bimîne.
Li ser keçik û kurikan, ji Xudan emrê min tune. Lê ez wek yekî ku bi dilovaniya Xudan dilsoz e, nêrîna xwe dibêjim.
Îcar ez guman dikim ku ev qenc e: Ji ber tengahiya vê demê, ji mirov re qenc e ku bimîne di wê rewşa ku tê de ye.
Ma tu bi jinekê ve girêdayî yî? Li jêvebûnê negere. Tu bi jinekê ve negirêdayî yî? Li jinê negere.
Lê eger tu jinê bînî, tu guneh nakî. Eger keçikek mêr bike, guneh nake. Lê di vê bedenê de tengahiyên van wê hebin; ez dixwazim we ji vê bidirixînim.
Birano, ez vê dibêjim: Wext kurt bûye. Ji niha û pê ve, yên ku jina wan heye jî wek ku jina wan tune,
yên ku şînê digirin, wek ku şînê nagirin, yên ku şa dibin, wek ku şa nabin, yên ku dikirrin, wek ku malê wan tune
û yên ku ji dinyayê îstifade dikin, wek ku jê îstifade nakin bin. Çimkî halê dinyayê yê niha derbas dibe.
Ez dixwazim ku hûn bê xem bin. Yê ku jin neaniye, ji bo tiştên Xudan xeman dixwe, ka wê çawa li Xudan xweş bê.
Lê yê ku jin aniye ji bo tiştên dinyayê xeman dixwe, ka wê çawa li jina xwe xweş bê;
û bi vî awayî dilê wî dibe du alî. Îcar jin û keçika ku mêr nekiriye, ji bo ku hem bi bedenê û hem jî bi ruh pîroz bibe, ji bo tiştên Xudan xeman dixwe. Lê jina mêrkirî, ji bo tiştên dinyayê xeman dixwe, ka wê çawa li mêrê xwe xweş bê.
Ez vê ji bo feyda we dibêjim, ne ji bo ku ez dest û lingê we girêdim, lê ji bo ku hûn bi awayekî rêkûpêk bijîn û bê ku fikrên we belav bibin hûn ji Xudan re xizmetê bikin.
Lê eger yek difikire ku ew li keça xwe neheqiyê dike, eger jiyê keçikê pêşve çûbe û eger lazim be, bila ew tiştê ku dixwaze bike, ew guneh nake; bila wê bide mêr.
Lê eger yek ne dudilî be û ne di bin mecbûriyê de be, lê bikare xwe û di dilê xwe de biryar dabe ku ewê keça xwe li ba xwe bihêle, ew baş dike.
Îcar yê ku keça xwe bide mêr baş dike, yê ku nede mêr hê çêtir dike.
Jinek, heta ku mêrê wê sax e bi wî ve girêdayî ye. Lê eger mêrê wê bimire, hingê ew serbest e bi yê ku dixwaze re bizewice. Tenê bila ew kes girêdayiyê Xudan be.
Lê li gor nêrîna min, ew jin wisa bimîne wê bextewartir be. Û ez dibêjim qey Ruhê Xwedê bi min re jî heye.
Niha em bên ser goriyên ku ji pûtan re tên pêşkêşkirin: Em dizanin ku zanîna me hemûyan heye. Zanîn qure dike, lê hezkirin, ava dike.
Eger yek guman dike ku tiştekî dizane, hê ew tiştekî nizane, ka çawa divê ku ew bizane.
Lê eger yek ji Xwedê hez dike, ew ji aliyê Xwedê ve tê nas kirin.
Îcar, li ser xwarina goriyên ku ji pûtan re tên pêşkêşkirin, em dizanin ku pût li dinyayê ne tiştek e û ji yekî pê ve Xwedê tune.
Eger li ser erdê an li ezmên yên ku ji wan re xwedê tê gotin hebin jî – çawa ku gelek xwedê û gelek xudan hene –
ji bo me tenê Xwedayek heye, ew jî Bav e. Her tişt ji wî ye û em ji bo wî hene. Û tenê Xudanek heye, ew jî Îsa Mesîh e. Her tişt bi destê wî hat afirandin û em bi wî hene.
Lê belê her kes ne xwediyê vê zanînê ye. Hinek jî, ji ber hînbûna pûtan a heta niha, li ser goştê ku ji pûtan re hatiye gorîkirin, hê jî dibêjin: «Ev goşt ji pûtan re ye» û dixwin. Wisa ji ber ku wijdana wan qels e, qirêjî dibe.
Xwarin me nêzîkî Xwedê nake. Em nexwin kêmahiya me çênabe, em bixwin jî zêdehiya me çênabe.
Lê hay jê hebin, bila ev azadiya we ji bo yên qels bi tu awayî nebe sedemê terpilînê.
Çimkî, eger yek te, tu yê ku zana yî li perestgeha pûtan li ser sifrê bibîne û ew bi xwe jî qels be, ma wijdana wî cesaretê nastîne ku goriyên ku ji pûtan re tên pêşkêşkirin bixwe?
Îcar mirovê qels, ew birayê ku Mesîh di ber de miriye, bi zanîna te helak dibe.
Û bi vî awayî bi gunehkirina li hember birayan û birîndarkirina wijdana wan a qels, hûn li hember Mesîh guneh dikin.
Ji bo vê yekê eger xwarin bibe sedemê terpilîna birayê min, ji bo ku ez birayê xwe neterpilînim, ez qet goşt naxwim.
Ma ez ne azad im? Ma ez ne şandî me? Ma min Xudanê me Îsa nedîtiye? Ma hûn di baweriya Xudan de ne berê xebata min in?
Ez ji bo hinekên din ne şandî bim jî, qet nebe ez ji bo we şandî me. Çimkî hûn di baweriya Xudan de mora şandîtiya min in.
Xweparastina min a li hember yên ku min dikişînin pirsê ev e.
Ma heqê me tune ku em bixwin û vexwin?
Ma heqê me tune ku em wek Şandiyên din û wek birayên Xudan û wek Kîfas, jineke bawermend bi xwe re bigerînin?
An ma heqê min û Barnabas tenê nîne ku em nexebitin?
Ma kî bi perê xwe leşkeriyê dike? Ma kî rezekî datîne û berê wî naxwe? Ma kî şivantiya keriyekî dike û ji şîrê wî venaxwe?
Ma ez van tiştên ha li gor mirovan dibêjim? An ma Şerîet jî van tiştan nabêje?
Çimkî di Şerîeta Mûsa de hatiye nivîsîn: «Devê gayê ku gêrê dike girê nedin.» Gelo Xwedê xema ga dixwe,
an bi tevahî vê ji bo me dibêje? Erê, ev ji bo me hat nivîsîn. Çimkî yê ku cot dike, divê bi hêvî cot bike; û yê ku gêrê dike, divê bi hêviya ku ewê bibe hevpar, gêrê bike.
Eger me tiştên ruhanî di hundirê we de çandin, nexwe em tiştên cismanî ji we bidirûn jî, gelek e?
Eger hinekên din di desthilatiyê de li ser we pardar bin, ma heqê me hê bêtir tune? Lê belê me ev desthilatiya xwe bi kar neanî. Îcar ji bo ku em astengekê ji Mizgîniya Mesîh re dernexin, em her tiştî radigirin.
Ma hûn nizanin, yên ku di karê Perestgehê de dixebitin, ji Perestgehê dixwin û yên ku di gorîgehê de xizmetê dikin, parê ji gorîgehê distînin?
Bi vî awayî, Xudan emir kir, yên ku Mizgîniyê belav dikin, ji Mizgîniyê abora xwe bikin.
Lê min qet yek ji van heqan bi kar neanî. Û ez van tiştan nanivîsim ku weha ji bo min bê kirin. Çimkî ji dêla ku yek pesindana min pûç derxe, mirin ji bo min çêtir e.
Eger ez Mizgîniyê bidim, ew ji bo min nabe pesindan. Çimkî ev barê pişta min e. Wey li min, eger ez Mizgîniyê belav nekim!
Îcar, eger ez vê bi daxwaz bikim, xelata min heye. Eger ez ne bi daxwaz bikim, wekîltî li min hatiye spartin.
Nexwe xelata min çi ye? Ev e ku çaxê ez Mizgîniyê belav dikim, ez Mizgîniyê bê bergîdan bidim, da ku ez desthilatiya xwe ya ku di Mizgîniyê de ye bi kar neynim.
Bi ser ku ez ji her kesî azad im, ji bo ku ez hê bêtir mirovan bi dest bixim, min xwe kir xulamê her kesî.
Bi Cihûyan re ez bûm wek Cihûyan, da ku ez Cihûyan bi dest bixim. Bi wan re yên ku di bin Şerîetê de ne, ez bûm wek ên ku di bin Şerîetê de ne, da ku ez wan ên di bin Şerîetê de ne bi dest bixim. – Heçî ew e, ez bi xwe ne di bin Şerîetê de me.
Ez bi wan ên bê Şerîet re bûm wek ku ez bê Şerîet im, da ku ez wan ên bê Şerîet bi dest bixim. – Heçî ew e, ez li hember Xwedê ne bê Şerîet im, lê ez di bin Şerîeta Mesîh de me.
Bi lewazan re ez bûm lewaz, da ku ez yên lewaz bi dest bixim. Bi her kesî re ez bûme her tişt, da ku ez bi her awayî hinekan bi dest bixim.
Ez van hemûyan ji bo Mizgîniyê dikim, da ku para min di wê de hebe.
Ma hûn nizanin ku di meydana bezê de, ji hemûyên ku dikevin hevbezînê tenê yek xelatê distîne. Hûn jî wisa bibezin, da ku hûn xelatê bistînin.
Her kesê ku dikeve berhevdanê, di her tiştî de nefsa xwe digire. Ew ji bo çelengeke pûç vê dikin, lê em ji bo yeke nepûç dikin.
Ji bo vê yekê ez bêarmanc nabezim, ez badîhewa kulma xwe navêjim hewayê.
Ez cefayê didim bedena xwe û wê bindest dikim, da ku piştî min hinekên din hîn kirin, ez bi xwe neyêm redkirin.
Birano, ez naxwazim ku hûn ji vê yekê bêhay bin, ku bav û kalên me hemû di bin ewr de bûn û hemû di deryayê re derbas bûn
û hemû di ewr de û di deryayê de imad bûn ku bibin yên Mûsa û
hemûyan eynî xwarina ruhanî xwar û
hemûyan eynî vexwarina ruhanî vexwar. Çimkî ji lata ruhanî ya ku li pey wan dihat vedixwarin. Û ev lat Mesîh bû.
Lê belê Xwedê ji pirraniya wan razî nebû, loma termê wan li çolê hatin raxistin.
Niha ev bûyer ji bo me bûn mînak, da wek ku dilê wan çû tiştên xerab, dilê me jî neçe tiştên xerab.
Wek hinekan ji wan, hûn nebin pûtperest; çawa ku hatiye nivîsîn: «Gel li ser xwarin û vexwarinê rûnişt û rabû da lotikan.»
Em fuhûşiyê nekin, wek hinekan ji wan fuhûşî kir û di rojekê de bîst û sê hezar kes ketin.
Û em Mesîh neceribînin wek ku hinekan ji wan kir û ji aliyê maran ve hatin helakkirin.
Pitepit nekin wek ku hinekan ji wan kir pitepit û ji aliyê helakker ve hatin helakkirin.
Ev tiştên ha bi mînaktî hatin serê wan û ji bo ku ji me yên ku gihîştin dawiya deman re bibin şîret, hatine nivîsîn.
Ji ber vê yekê, yê ku guman dike ku qayîm disekine, bila hay ji xwe hebe, ku nekeve!
Hûn ji tiştên mirovî pê ve neketin tu ceribandinên din. Xwedê dilsoz e û destûrê nade ku hûn ji karîna xwe zêdetir bên ceribandin. Lê belê ji bo ku hûn bikarin ragirin, ewê bi ceribandinê re riya jêderketinê jî pêk bîne.
Ji ber vê yekê hezkirîno, ji pûtperestiyê birevin.
Ez wek ku ji kesên aqilmend re dibêjim, dipeyivim. Ya ku ez dibêjim, biwezinînin.
Kasa pîroziyê ya ku em pîroz dikin, ma ne hevpariya xwîna Mesîh e? Nanê ku em dişikênin, ma ne hevpariya bedena Mesîh e?
Madem ku nan yek e, bi ser ku em gelek in jî em bedenek in. Çimkî em hemû ji nanekî parê distînin.
Li gelê Îsraêl binêrin, ma yên ku goriyan dixwin ne hevparên gorîgehê ne?
Nexwe ez çi dibêjim? Ma goriya ku ji pûtan re tê dayîn tiştek e? An jî pût tiştek e?
Na! Ez vê dibêjim, pûtperest qurbanên xwe ne ji Xwedê re, lê belê ji cinan re pêşkêş dikin. Îcar ez naxwazim ku hûn bi cinan re bibin hevpar.
Hûn nikarin hem ji kasa Xudan û hem ji kasa cinan vexwin. Hûn nikarin hem ji sifra Xudan û hem ji sifra cinan parê bistînin.
Ma em dixwazin Xudan hêrs bikin? Ma em ji wî hêzdartir in?
«Her tişt serbest e», lê belê her tişt ne bi feyde ye. «Her tişt serbest e», lê belê her tişt ava nake.
Bila her kes ne li qenciya xwe, lê belê li qenciya yên din bigere.
Her tiştê ku li çarşiya qesaban tê firotin, bêyî ku ji bo wijdanê hûn lê bipirsin, bixwin.
«Çimkî erd û hemû tiştên ku tê de ne, yên Xudan in.»
Eger yekî ku baweriyê nayne gazî we bike û hûn bixwazin herin, her tiştê ku danîn ber we, bêyî ku hûn ji bo wijdanê lê bipirsin, bixwin.
Lê eger yek ji we re bêje: «Ev goştê goriyê ye», ji bo yê ku vê dibêje û ji bo wijdanê nexwin.
Çaxê ez li ser wijdanê dibêjim, ne li ser ya te, lê ez li ser ya mirovê din dibêjim. Gelo çima wijdana yekî din, azadiya min dadbar bike?
Eger ez bi spasî dixwim, nexwe çima ji ber tiştê ku min ji bo wî spas kiriye, ez bêm sûcdarkirin?
Loma hûn her çi bixwin, her çi vexwin, her çi bikin, her tiştî ji bo rûmeta Xwedê bikin.
Ne ji bo Cihûyan, ne ji bo miletên din û ne jî ji bo civîna bawermendan a Xwedê, nebin sedemê terpilînê,
çawa ku ez jî di her tiştî de dilê hemûyan xweş dikim. Ez ne li feyda xwe digerim, lê ez li feyda gelekan digerim da ku ew rizgar bibin.
Çawa ku ez mîna Mesîh dikim hûn jî mîna min bikin.
Ji ber ku hûn di her tiştî de min tînin bîra xwe û hînkirinên ku min spartine we diparêzin, ez pesnê we didim.
Lê ez dixwazim hûn bizanin ku serê her zilamî Mesîh, serê jinê mêr û serê Mesîh jî Xwedê ye.
Her zilamê ku sernixamtî dua an jî pêxemberîtiyê dike, ew serê xwe bê siyanet dike.
Lê her jina ku servekirî dua an jî pêxemberîtiyê dike, serê xwe bê siyanet dike. Çimkî ev, wek ku serê wê hatiye kurkirin û eynî tişt e.
Eger jin xwe nenixême, bila porê xwe jî bibire! Lê madem ji bo jinê porbirrîn an jî serkurkirin şerm e, bila serê xwe binixême.
Divê mêr serê xwe nenixême çimkî ew wêne û rûmeta Xwedê ye. Lê jin rûmeta mêr e.
Çimkî ne mêr ji jinê çêbû, lê belê jin ji mêr çêbû.
Îcar mêr ne ji bo jinê, lê belê jin ji bo mêr hat afirandin.
Ji bo vê yekê û ji ber milyaketan, divê desthilatiya jinê li ser serê wê hebe.
Lê dîsa li ba Xudan ne jin ji mêr û ne jî mêr ji jinê serbixwe ye.
Çimkî, ka çawa jin ji mêr çêbû, mêr jî bi jinê tê dinyayê. Lê her tişt ji Xwedê ye.
Hûn bi xwe biwezinînin: Ma li jinê tê ku servekirî li ber Xwedê dua bike?
Ma tebîet jî hînî we nake ku mêr porê xwe dirêj bike ji bo wî bêhurmetî ye,
lê pordirêjiya jinê ji bo wê rûmet e? Çimkî por ji bo nixamtinê ji wê re hatiye dayîn.
Lê eger yek bixwaze devjeniyê bike, ne adeteke me ya weha heye, ne jî ya civînên bawermendan ên Xwedê.
Lê di van tiştên ku ez niha tembîh bikim de, ez pesnê we nadim, çimkî li hev civînên we ji dêla ku feydê bidin, ziyanê didin.
Ya pêşî, ez dibihîzim dema ku hûn hemû li hev dicivin, di nav we de partîkarî hene û ez hinekê ji vê bawer dikim.
Erê, divê di nav we de dubendî hebin, da ku di nav we de yên meqbûl eşkere bibin.
Îcar gava ku hûn li hev bicivin, ev ne ji bo xwarina şîva Xudan e.
Çimkî li ser xwarinê her yek dikeve ser şîva xwe û hin birçî dimînin, hin jî serxweş dibin.
Ma ji bo xwarin û vexwarinê malên we tunin? An ku hûn civîna bawermendan a Xwedê biçûk dibînin û yên ku tiştekî wan tune, hûn didin şermkirin? Ma ez ji we re çi bêjim? Ma ez pesnê we bidim? Di vê yekê de ez pesnê we nadim!
Çimkî ya ku min ji Xudan stand min spart we: Şeva ku Xudan Îsa dan dest, wî rahişt nên,
piştî ku şikir kir, şikand û got: «Ev bedena min a ji bo we ye. Ji bo bîranîna min vê bikin.»
Bi vî awayî jî piştî xwarina şîvê wî rahişt kasê û got: «Ev kas Peymana Nû ya bi xwîna min e. Her cara ku hûn vexwin, ji bo bîranîna min vê bikin.»
Çimkî her cara ku hûn vî nanî bixwin û vê kasê vexwin, heta ku Xudan bê, hûn mirina wî didin zanîn.
Ji ber vê yekê, kî ku bi awayekî nehêja, nên bixwe, an ji kasa Xudan vexwe, ew li hember beden û xwîna Xudan sûcdar dibe.
Îcar bila mirov xwe bi xwe hêre bike û piştre ji nên bixwe û ji kasê vexwe.
Çimkî yê ku dixwe û vedixwe eger bedenê ferq neke, bi xwarin û vexwarinê xwe bi xwe dadbar dike.
Ji ber vê yekê gelek ji we nexweş û lewaz in û hin jî mirine.
Lê eger me xwe bi xwe hêre bikira, em nedihatin dadbarkirin.
Lê gava ku dîwana me bê kirin, ji bo ku em bi dinyayê re sûcdar dernekevin, em ji aliyê Xudan ve tên terbiyekirin.
Îcar birano, gava ku hûn ji bo xwarinê li hev bicivin, li benda hevdû bimînin.
Eger yek birçî be, bila li mala xwe bixwe, da ku hatina we ya ba hev, nebe sedem ku hûn bên dîwankirin. Tiştên mayî, gava ku ez bêm ba we ezê serûber bikim.
Îcar heçî pirsa diyariyên ruhanî ye, birano, ez naxwazim ku hûn nezan bimînin.
Gava ku hûn pûtperest bûn, hûn dizanin ka çawa bi xirandina hişê we hûn ber bi pûtên bêziman ve birin.
Ji bo vê yekê ez bi we didim zanîn: Tu kes bi peyivîna ku bi Ruhê Xwedê ye nabêje: «Nifir li Îsa be!» Û eger ne bi Ruhê Pîroz be, tu kes nikare bêje: «Îsa Xudan e.»
Îcar cûreyên diyariyên ruhanî hene, lê Ruh eynî ye.
Û cûreyên xizmetan hene, lê Xudan eynî ye.
Û cûreyên kirinan jî hene, lê yê ku di hemûyan de her karî dike eynî Xwedê ye.
Eşkerebûna Ruh ji bo berjewendiya gelemperî ji her kesî re tê dayîn.
Bi saya Ruh ji yekî re peyva şehrezayiyê, ji yekî din re jî bi eynî Ruhî peyva zanînê tê dayîn,
bi eynî Ruhî ji yekî re bawerî û bi Ruhê ku yek e ji yekî din re jî diyariyên qenckirina nexweşan tê dayîn.
Ji yekî re hêza kirina kerametan, ji yekî re pêxemberîtî, ji yekî re karîna ji hev ferqkirina ruhan, ji yekî re zimanên cûr bi cûr, ji yekî re karîna wergerandina zimanan tê dayîn.
Yê ku van hemûyan pêk tîne, yek û eynî Ruh e. Ruh li gor daxwaza xwe van cihê cihê li her kesî belav dike.
Çawa ku beden yek e û gelek endamên wê hene û bi ser ku endamên bedenê gelek in jî, hemû yek beden in, Mesîh jî wisa ye.
Çimkî em, dixwazî Cihû, dixwazî Yewnanî, dixwazî xulam, dixwazî azad bin; em hemû bi yek Ruhî hatin imad kirin ku em bibin bedenek û ji me hemûyan re eynî Ruh hat dayîn ku em jê vexwin.
Ji xwe beden ne endamek e, lê gelek endam e.
Eger ling bêje: «Ji ber ku ez ne dest im, ez ne ji bedenê me», ew bi vê yekê ne li derveyî bedenê ye.
Eger guh bêje: «Ji ber ku ez ne çav im, ez ne ji bedenê me», ew bi vê yekê ne li derveyî bedenê ye.
Eger hemû beden çav bûya, hingê bihîstin li ku derê dima? Eger hemû bihîstin bûya, bîhnkirin li ku derê dima?
Lê Xwedê her yek ji endaman li gor daxwaza xwe di bedenê de bi cih kir.
Îcar, eger hemû endamek bûya, beden li ku derê dima?
Lê niha gelek endam, lê tenê bedenek heye.
Çav nikare ji dest re bêje: «Hewcedariya min bi te tune!» Serî jî nikare ji lingan re bêje: «Hewcedariya min bi we tune!»
Tam bervajiyê vê yekê, endamên bedenê yên ku lewaz tên dîtin, hê lazimtir in.
Endamên bedenê yên ku em bêsiyanet dibînin, em bêtir siyaneta wan digirin û endamên me yên ku ne spehî ne hê bêtir hurmet ji wan re tê kirin,
lê hewcedariya endamên me yên spehî bi vê yekê tune. Lê belê Xwedê beden weha bi hevdû ve danî: hê bêtir siyanetgirtin da yê kêm,
da ku di bedenê de cihêtî nebe, lê belê endam bi eynî pîvanê xema hev bixwin.
Eger endamek êşê bikişîne, hemû endam bi wî re êşê dikişînin. Eger siyaneta endamekî bê girtin, hemû endam bi hev re şa dibin.
Îcar hûn bedena Mesîh in û endamên wî yên cihê cihê ne.
Xwedê di civîna bawermendan de, pêşî Şandî, duwem pêxember, sêwem mamoste, piştre yên ku kerametan dikin, yên ku nexweşan qenc dikin, yên ku alîkariya kesên din dikin, yên ku dikarin îdare bikin û yên ku zimanên din dipeyivin destnîşan kir.
Ma hemû Şandî ne? Ma hemû pêxember in? Ma hemû mamoste ne? Ma hemû kerametan dikin?
Ma diyariya hemûyan heye ku nexweşan qenc bikin? Ma hemû bi zimanan dipeyivin? Ma hemû zimanan werdigerînin?
Îcar hûn bi xîret diyariyên bilindtir bixwazin. Û ezê riyeke hê çêtir nîşanî we bidim.
Eger ez bi zimanên mirov û milyaketan bêjim, lê hezkirina min tune be, ez bûme wek sifrekî ku deng derdixe an jî zengilekî ku dike çingeçing.
Eger pêxemberîtiya min hebe û ez hemû siran û her zanayiyê bizanim û eger baweriya min a tam a ku çiyayan ji cihê wan rake hebe, lê hezkirina min tune be, ez qet ne tu tişt im.
Eger ez her tiştê xwe bi alîkarîtî bidim û bedena xwe ji bo şewitandinê teslîm bikim, lê hezkirina min tune be, qet feyda min jê tune.
Hezkirin sebir dike, hezkirin dilovaniyê dike. Hezkirin çavnebariyê nake, xwe mezin nake, pozbilindiyê nake,
tiştên ne li rê nake, li feyda xwe nagere, hêrs nabe, li xerabiya kesî nagere;
bi neheqiyê şa nabe, lê bi rastiyê şa dibe;
bîhna xwe di her tiştî de fireh dike, ji her tiştî bawer dike, hêviya wê ji her tiştî heye, li her tiştî sebir dike.
Dawiya hezkirinê qet nayê; lê heçî pêxemberîtî ne, wê betal bibin; heçî zimanên ruhanî ne, wê rabin; heçî zanîn e, wê betal bibe.
Çimkî zanîna me kêm e û pêxemberîtiya me kêm e.
Lê çaxê ku bêkêmahîtî bê, ya kêm wê betal bibe.
Çaxê ku ez zarok bûm, min wek zarokan digot; wek zarokan fêm dikir; ez wek zarokan difikirîm; çaxê ez bûm zilam, min dev ji tiştên zaroktiyê berda.
Çimkî niha em di neynikê de, ne zelal dibînin, lê hingê emê rû bi rû bibînin. Niha ez hinekê dizanim, lê wî çaxî, çawa ku ez tam têm zanîn, ezê tam bizanim.
Îcar ev her sê dimînin: Bawerî, hêvî û hezkirin. Û ji van ya herî mezin hezkirin e.
Li pey hezkirinê bibezin û diyariyên ruhanî bi xîret bixwazin, lê hê bêtir pêxemberîtîkirinê.
Çimkî yê ku bi zimanê ruhanî dibêje, ne ji mirovan re, lê ji Xwedê re dibêje. Kes wî fêm nake; ew bi ruh siran dibêje.
Lê yê ku pêxemberîtiyê dike, ji bo avakirin, cesaretdan û handanê ji mirovan re dibêje.
Yê ku bi zimanê din dipeyive, xwe bi xwe ava dike; lê yê ku pêxemberîtiyê dike, civîna bawermendan ava dike.
Ez dixwazim ku hûn hemû bi zimanan bipeyivin; lê ez hê bêtir dixwazim ku hûn pêxemberîtiyê bikin. Yê ku pêxemberîtiyê dike, ji yê ku bi zimanan dipeyive mezintir e. Lê eger yê ku bi zimanan dipeyive ji bo avakirina civînê wergerîne, ev tiştek din e.
Îcar birano, eger ez bêm ba we û bi zimanan bipeyivim, lê ez peyxam, an zanîn, an pêxemberîtî an hînkirinê ji we re nebêjim, çi feyda min wê li we bibe?
Eger tiştên ne zindî yên ku deng derdixin, bilûr be an jî çeng be, dengên cihê derneynin, ji ku derê wê bê zanîn makamê ku bi bilûrê an bi çengê tê lêxistin, çi ye?
Eger borî jî dengekî nekifş derîne, kî wê xwe ji bo şer amade bike?
Îcar hûn jî eger bi zimanê din peyvên zelal nebêjin, ya ku tê gotin çawa wê bê zanîn? Çimkî gotinên we wê li ber bayê herin.
Bêguman li dinyayê gelek cûreyên zimanan hene û qet yek ji wan ne bêmane ye.
Îcar, eger ez bi mana ziman nezanim, ezê ji bo yê ku dipeyive xerîb bim û yê ku dipeyive wê ji bo min xerîb be.
Îcar madem ku hûn jî ji bo diyariyên ruhanî xîretkêş in, li vê yekê bigerin ku ji bo avakirina civîna bawermendan hûn di van de zêde bibin.
Ji bo vê yekê, yê ku bi zimanê din dipeyive, bila dua bike da ku bikare wergerîne.
Çimkî, eger ez bi zimanê din dua dikim, ruhê min dua dike, lê hişê min bêber dimîne.
Îcar ez çi bikim? Ezê bi ruh dua bikim û ezê bi hiş jî dua bikim; ezê bi ruh lavijeyan bêjim û ezê bi hiş jî lavijeyan bêjim.
Çimkî eger tu bi ruh şikir bikî, yê ku ji diyariyên ruhanî fêm nake, ji ber ku nizane tu çi dibêjî, wê ji şikirkirina te re çawa «Amîn» bêje?
Erê, tu qenc şikir dikî, lê yê din nayê avakirin.
Şikir ji Xwedê re, ez ji we hemûyan bêtir bi zimanên din dipeyivim.
Lê belê di civîna bawermendan de, ji dêla ku ez bi zimanê din deh hezar peyv bêjim, ji bo ku ez hînî yên din jî bikim, ez bi hişê xwe gotina pênc peyvan çêtir dibînim.
Birano, di aqil de zarok nebin. Di xerabiyê de bibin zarokên biçûk, lê di aqil de gihîştî bin.
Di Şerîetê de ev hatiye nivîsîn: «Xudan dibêje: ‹Ezê bi yên ku zimanên biyanî dipeyivin Û bi lêvên biyaniyan bi vî gelî re bipeyivim Û dîsa jî ew guhdariya min nakin.› »
Ji ber vê yekê ziman ne ji bo bawermendan, lê ji yên ku baweriyê naynin re, ji bo nîşanekê ne. Û pêxemberîtî ne ji bo yên ku baweriyê naynin, lê ji bo bawermendan e.
Niha eger tevahiya civîna bawermendan li hev bicive û hemû bi zimanan bipeyivin û yên ku ji diyariyên ruhanî fêm nakin an jî yên ku baweriyê naynin bikevin hundir, ma nabêjin ku hişê we ji serê we çûye?
Lê eger hemû pêxemberîtiyê bikin û yekî ku bawer nake an jî yekî ku ji diyariyên ruhanî fêm nake bikeve hundir, wê ji aliyê hemûyan ve bê qanî kirin û toqulandin;
tiştên veşartî yên di dilê wî de wê eşkere bibin û ji ber vê yekê ewê bêje: «Bi rastî jî Xwedê di nav we de ye», ewê deverû here erdê û biperize Xwedê.
Birano, divê çawa be? Gava ku hûn dicivin, her yek ji we lavijeya wî, hînkirina wî, peyxama wî, zimanê wî, wergerandina wî heye. Bila ev hemû ji bo pêşveçûna civînê bin.
Eger yek bi zimanê din bipeyive, dido an herî zêde bila sê kes bi dorê bipeyivin û yek jî wergerîne.
Lê eger yê ku wergerîne tunebe, bila ew di civîna bawermendan de deng neke, bila di dilê xwe de ji Xwedê re bêje.
Bila dido an sê pêxember bipeyivin, yên din jî gotinên wan baş ji hevdû ferq bikin.
Lê eger ji yekî din ê rûniştî re peyxamek bê, bila yê pêşî bêdeng bimîne.
Çimkî hûn hemû jî yek bi yek dikarin pêxemberîtiyê bikin, da ku hemû hîn bibin û cesaretê bistînin.
Û ruhê pêxemberan bi ya pêxemberan dike.
Ji ber ku Xwedê, ne Xwedayê tevliheviyê ye, lê yê aştiyê ye. Wek di hemû civînên pîrozan de,
bila jin di civînan de bêdeng bimînin. Çimkî ji bo wan destûra peyivînê tune. Wek ku şerîet jî dibêje bila serî deynin.
Eger dixwazin tiştekî hîn bibin, bila li mal ji mêrê xwe bipirsin. Çimkî di civînê de ji bo jinê peyivîn şerm e.
Ma peyva Xwedê ji we derket? An ku gihîşt we tenê?
Eger yek guman bike ku ew pêxember an jî ruhanî ye, bila fêm bike, tiştê ku min ji we re nivîsiye emrê Xudan e.
Lê yê ku van qebûl neke, bila neyê naskirin.
Ji ber vê yekê birano, li pey pêxemberîtîkirinê bibezin û ji peyivîna zimanan re nebin asteng.
Lê bila her tişt li cih û bi rêkûpêk be.
Niha birano, ez wê Mizgîniya ku min da we û we jî qebûl kir û hûn tê de dimînin, bi we didim zanîn.
Eger hûn wê Mizgîniya ku min daye we hişk bigirin, hûnê bi wê rizgar jî bibin; an na, we badîhewa bawer kiriye.
Çimkî ya ku min stand, min berî her tiştî ragihand we. Wisa ku, Mesîh li gor Nivîsarên Pîroz, ji bo gunehên me mir
û hat veşartin û li gor Nivîsarên Pîroz roja sisiyan hat rakirin.
Ji Kîfas re, piştre ji diwanzdehan re xuya bû.
Piştî vê jî, di carekê de ji pênc sed birayî zêdetir kesî re xuya bû; û pirraniya wan hê dijîn, lê hin ji wan razane.
Piştre ji Aqûb re xuya bû, piştre jî ji hemû Şandiyan re.
Piştî hemûyan jî, ji min re jî xuya bû, ez ê ku mîna zarokekî jiberçûyî me.
Çimkî ez, ji Şandiyan yê herî biçûk im. Ez ne hêja me ku Şandî bêm gazîkirin; ji ber ku min tengahî da civîna bawermendan a Xwedê.
Lê ez çi bim, ez bi kerema Xwedê me. Û kerema wî ya li ser min badîhewa neçû, lê ez ji wan hemûyan bêtir xebitîm. Ya rast ne ez, lê belê kerema Xwedê ya bi min re xebitî.
Îcar, eger ez an jî ew, em weha didin bihîstin û we jî weha bawer kir.
Eger tê danbihîstin ku Mesîh ji nav miriyan hat rakirin, çawa ji nav we hinek dibêjin: «Rabûna miriyan tune.»
Eger rabûna miriyan tune be, Mesîh jî ne hatiye rakirin.
Eger Mesîh nehatibe rakirin, hingê danezana me pûç û baweriya we jî pûç e.
Hingê em şahidên Xwedê yên derewîn derdikevin. Çimkî me li ser Xwedê şahidî kir ku wî Mesîh ji nav miriyan rakir. Lê eger bi rastî mirî neyên rakirin, hingê Xwedê Mesîh jî ranekir.
Çimkî eger mirî neyên rakirin, nexwe Mesîh jî nehatiye rakirin.
Eger Mesîh nehatibe rakirin, baweriya we jî betal e, hê jî hûn di nav gunehên xwe de ne.
Di vê rewşê de, yên ku di baweriya Mesîh de mirine jî helak bûne.
Eger bi tenê ji bo vê jiyanê, me hêviya xwe bi Mesîh ve girêdabe, hingê em ji hemû mirovan bêtir di rewşeke reben de ne.
Lê rastî ev e ku Mesîh ji nav miriyan hatiye rakirin û ew berê pêşî yê razayiyan e.
Madem ku mirin bi destê mirov hat, rabûna miriyan jî bi destê mirov çêbû.
Çawa ku hemû bi Adem dimirin, wisa jî hemû wê bi Mesîh bên vejandin.
Lê her kes di dora xwe de: Berê pêşî Mesîh; piştre, di hatina Mesîh de yên wî wê rabin.
Piştre, çaxê ku Mesîh her hukumdarî û her desthilatî û hêzê betal bike û padîşahiyê bide destê Bav Xwedê, wê bibe dawî.
Çimkî, divê Mesîh hukumdariyê bike heta ku Xwedê hemû dijminan bike bin lingên wî.
Dijminê dawî yê ku divê bê rakirin, mirin e.
Çimkî «Xwedê her tişt xist bin lingên wî». Gava ku tê gotin, «Her tişt xist bin lingên wî», eşkere ye, Xwedê ne tê de, her tişt di bin lingên wî de ye.
Gava ku her tişt hat xistin bin lingên wî, hingên Kur jî wê serê xwe li ber yê ku her tişt xistin bin lingên wî deyne, da ku Xwedê di her tiştî de her tişt be.
Nexwe, yên ku ji bo miriyan imad dibin, wê çi bikin? Eger mirî tu caran neyên rakirin, hingê çima ji bo wan imad dibin?
Îcar çima em her saet di nav talûkê de dimînin?
Birano, ez her roj dimirim! Bi saya Xudanê me Îsa Mesîh ez bi we serbilind im û ev ji xwe wisa ye.
Eger min li Efesê şer kir, wek ku min bi heywanên hov re kiribe, feyda vê ji bo min çi ye? Eger mirî neyên rakirin, «Em bixwin û vexwin, çimkî emê sibê bimirin.»
Neyên xapandin, «Hevaltiya xerab exlaqê spehî xera dike.»
Rast werin ser hişê xwe û guneh nekin. Çimkî li ba hinekan zanîna Xwedê tune. Ji bo ku hûn şerm bibin ez van dibêjim.
Lê belê yek dikare bêje: «Mirî çawa tên rakirin? Bi bedeneke çawa tên?»
Bêaqilo, tiştê ku tu diçînî, heta ku nemire, şîn nabe!
Tiştê ku tu diçînî, ne beden e ku wê çêbe, lê belê tovekî tazî, belkî genim an jî tovekî din e.
Xwedê li gor daxwaza xwe bedenekê dide wî, yanî bedena her tovî dide wî.
Her goşt ne yek e; lê belê goştê mirovan cihê ye, goştê heywanan cihê ye, goştê teyrikan cihê ye û goştê masiyan cihê ye.
Bedenên ezmanî û bedenên dinyayî hene. Lê rûmeta bedenên ezmanî cihê ye, rûmeta yên dinyayî cihê ye.
Rûmeta rojê cihê ye, rûmeta heyvê cihê ye û rûmeta stêran cihê ye. Di rûmetê de stêr ji stêrê jî cihê ye.
Rabûna miriyan jî bi vî awayî ye. Di rizîbûnê de tê çandin, di nerizîbûnê de tê rakirin.
Di şermezariyê de tê çandin, di rûmetê de tê rakirin; di lewaziyê de tê çandin, di hêzdariyê de tê rakirin.
Bedena xweheyî tê çandin, bedena ruhanî tê rakirin. Çawa ku bedena xweheyî heye, wisa jî bedena ruhanî heye.
Weha jî hatiye nivîsîn: «Mirovê pêşî Adem, bû canê jîndar.» Lê Ademê paşî bû ruhê ku jiyanê dide.
Lê belê ne bedena ruhanî, lê bedena xweheyî pêşî hat; ya ruhanî paşê hat.
Mirovê pêşî ji erdê, yanî ji axê ye; mirovê diduyan ji ezmanan e.
Yê ji axê çawa be, yên ku ji axê ne jî wisa ne. Yê ezmanî çawa be, yên ezmanî jî wisa ne.
Çawa ku me wêneyê mirovê ji axê wergirtiye, wisa jî emê wêneyê mirovê ezmanî wergirin.
Birano, ez vê dibêjim: Xwîn û goşt nikarin Padîşahiya Xwedê mîras bistînin. Ne jî rizîbûn dikare nerizîbûnê mîras bistîne.
Va ye, ez ji we re sirekê dibêjim: Em hemû namirin, lê di lêxistina boriya dawî de emê hemû di kêlîkekê de, di girtin û vekirina çavan de, bên guhertin.
Çimkî borî wê bê lêxistin, mirî wê bi nerizîbûnîtî bên rakirin û emê bên guhertin.
Çimkî divê evê ku dirize nerizîbûnê û evê ku dimire nemirinê li xwe bike.
Îcar gava ku evê dirize nerizîbûnê û evê ku dimire nemirinê li xwe bike, ev peyva nivîsandî hingê wê bê cih: «Mirin di serketinê de hat daqurtandin.
Hey mirinê, kanê serketina te li ku derê ma? Hey mirinê, kanê derziya te li ku derê ma?»
Derziya mirinê guneh e; hêza guneh Şerîet e.
Lê şikir ji Xwedê re yê ku bi destê Xudanê me Îsa Mesîh serketinê dide me.
Ji bo vê yekê, ey birayên min ên hezkirî, veneleqin, nelebte bin, di karê Xudan de herdem xîretkêş bin; çimkî hûn dizanin ku bi Xudan re keda we ne badîhewa ye.
Îcar heçî alîkarî civandina ji bo pîrozan e, wek min li civînên bawermendan ên li Galatyayê tembîh kiriye, hûn jî wisa bikin.
Bila her yek ji we di roja pêşî ya heftiyê de, li gor hatina xwe hinek pere bicivîne û li ba xwe hilîne, da ku gava ez bêm, civandina peran ne hewce be.
Gava ku ez bêm, ezê wan kesên ku we li cih dîtine ku diyariya we bibin Orşelîmê, bi nameyan ve bişînim.
Eger çûna min jî qenc be, ewê bi min re herin.
Gava ku ez di Mekedonyayê re derbas bibim ezê bêm ba we. Çimkî ezê di Mekedonyayê re derbas bibim.
Îcar belkî ez li ba we bimînim an jî zivistanê li ba we derbas bikim; da ku, ez herim ku derê, hûn min bi rê bixin.
Ez naxwazim ku niha we li ser lingan bibînim; eger Xudan destûrê bide, ez hêvî dikim ku demekê bi we re bimînim.
Lê ezê heta Roja Pentîkostê li Efesê bimînim.
Çimkî ji bo xebatê deriyekî fireh li ber min vebûye û yên ku li hember radibin gelek in.
Çaxê ku Tîmotêyos bê, wisa bikin ku bêtirs li ba we bimîne. Çimkî ew jî wek min di karê Xudan de dixebite.
Loma bila tu kes wî kêm nebîne. Ji bo ku bê ba min, wî bi aştî bi rê bixin. Çimkî bi birayan re ez li benda wî me.
Îcar heçî birayê me Apolos e, min pirr rica jê kir ku bi birayên din re bê ba we, lê daxwaza wî ya hatinê niha qet tune. Di demeke xweşkeys de ewê bê.
Hişyar bin, di baweriyê de hîmgirtî bin, mêrxas bin, hêzdar bin.
Her tiştê ku hûn dikin, bila bi hezkirinê bê kirin.
Birano, daxwazeke min ji we heye; hûn dizanin, maliyên Stefanas, bawermendên pêşî yên herêma Axayayê ne. Bi ser de wan xwe ji xizmeta pîrozan re veqetandiye. Serî li ber yên weha û li ber hemûyên ku bi wan re dixebitin û keda xwe didin, deynin.
Ez şa dibim ku Stefanas, Fortunatos û Axayîkos hatin, çimkî wan cihê we girt
û rihetî dan ruhê min û yê we jî. Loma, yên weha nas bikin.
Civînên bawermendan ên herêma Asyayê silavan li we dikin. Akîlas û Priskîla, bi civîna bawermendan a li mala xwe ve, bi navê Xudan gelek silavan li we dikin.
Hemû bira silavan li we dikin. Bi ramûsana pîroz silavan li hevdû bikin.
Ez Pawlos, bi destê xwe silavên xwe dinivîsim.
Eger yek ji Xudan hez neke, nifir li ser wî be. ‹Maranata›.
Kerema Xudan Îsa li ser we be.
Hezkirina min, bi saya Mesîh Îsa bi we hemûyan re be. Amîn.
Ji Pawlosê ku bi daxwaza Xwedê, Şandiyê Mesîh Îsa ye û ji birayê me Tîmotêyos, ji civîna bawermendan a Xwedê ya li Korîntê û ji tevahiya pîrozên li hemû Axayayê re:
Ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, kerem û aştî li ser we be.
Xwedayê ku Bavê Xudanê me Îsa Mesîh e, Bavê dilovaniyê û Xwedayê hemû handanê pîroz be.
Ew di her tengahiya me de hanê dide me, da ku em bikarin bi wê handana ku em bi xwe ji aliyê Xwedê ve tên handan, hanê bidin wan ên ku di her cûreyê tengahiyê de ne.
Çimkî çawa ku cefayên Mesîh li ser me zêde dibin, wisa jî em bi saya Mesîh zêde tên handan.
Îcar, eger em di tengahiyê de bin, ev ji bo handan û xilasbûna we ye. Eger em bên handan, ev ji bo ku hûn bên handan e, da ku hûn bikarin wan eynî cefayên ku em jî dikişînin, ragirin.
Hêviya me ya ji bo we qayîm e. Çimkî em dizanin, çawa ku hûn hevparên cefayên me ne, hûn wisa jî hevparên handana me ne.
Birano, em naxwazin ku hûn ji tengahiyên ku me li herêma Asyayê kişandin bêhay bin. Em ketin bin barekî giran ê di ser hêza xwe re, wisa ku me hêviya xwe ji jiyanê jî birrî.
Bi rastî, fikra ku cezayê mirinê li ser me hatiye dayîn, hat dilê me. Ev çêbû, da ku em ne li xwe, lê li Xwedayê ku miriyan radike ewle bin.
Wî em ji talûkeya mirinê ya ewqas mezin rizgar kirin û wê hê jî rizgar bike. Hêviya me ji wî heye
ku bi alîkariya duayên we yên ji bo me, ewê dîsa jî me rizgar bike. Wisa ku, ji bo kerema ku bi saya duayên gelekan ji me re hat dayîn, li ser rûyê me, ji aliyê gelekan ve bê şikirkirin.
Pesindana me ev e: Wijdana me şahidiyê dike ku em bi sadebûnî û dilpakiya ku ji Xwedê tê, di dinyayê de û hê bêtir li ber we rêve çûn. Ev jî ne bi şehrezayiya mirovî, lê bi kerema Xwedê bû.
Çimkî em ji tiştê ku hûn dikarin bixwînin û fêm bikin pê ve, tiştên din ji we re nanivîsin.
Ez hêvî dikim, wek ku we em hinekî fêm kirine, hûnê tam fêm bikin. Wisa ku di Roja Xudanê me Îsa de em pesindana we ne, wek ku hûn jî pesindana me ne.
Bi vê ewlebûnê, ji bo ku ez we du caran şa bikim, min xist dilê xwe ku ez pêşî bêm ba we,
piştre ji ba we derbasî Mekedonyayê bibim, ji Mekedonyayê dîsa vegerim ba we û ji aliyê we ve ber bi Cihûstanê ve bêm bi rê kirin.
Gava ku min ev xist dilê xwe, gelo min sivikahî kir? An ya ku min xist dilê xwe, ma min li gor fikra mirovî xwest? Ma min ji aliyekê ve «erê, erê» digot, ji aliyê din ve jî «na, na»?
Lê çawa ku Xwedê dilsoz e, gotina me ya ji we re, ne hem «erê» û hem «na» ye.
Çimkî Kurê Xwedê Îsa Mesîhê ku me di nav we de da bihîstin – yanî min û Sîlas û Tîmotêyos – ne hem «erê» û hem «na» bû. Lê di şexsê wî de tenê «erê» heye.
Çimkî çiqas sozên Xwedê hebin, di şexsê Mesîh de «erê» ne. Ji ber vê yekê, em ji bo rûmeta Xwedê, bi wî «Amîn» dibêjin.
Yê ku em bi we re di yekîtiya Mesîh de qayîm kirine û em mesh kirine, Xwedê ye.
Wî em mor jî kirin û di dilê me de destberiya Ruhê Pîroz daye me.
Xwedê şahidê min e: Ji bo ku ez we bidirixînim, ez hê nehatime Korîntê.
Ev, ne ji ber ku serweriya me li ser baweriya we heye, lê em alîkarên şahiya we ne. Çimkî hûn di baweriyê de hîmgirtî ne.
Loma min ji bo xwe biryar da ku ez careke din nayêm ku we xemgîn bikim.
Çimkî, eger ez we xemgîn bikim, ji yê ku ji aliyê min ve hatiye xemgînkirin pê ve, yê ku min dilşa bike kî ye?
Min ev eynî weha nivîsî, da ku gava ez bêm, ew ên ku divê min şa bikin, min xemgîn nekin. Ez li we hemûyan ewle me ku şahiya min şahiya we hemûyan e.
Ne ji bo ku hûn xemgîn bibin, lê belê ji bo ku hûn hezkirina min a zêde ya ji bo we bizanin, min di nav gelek tengahî û êşa dil de û bi hêstirên çavan ji we re nivîsî.
Eger yekî xemgînî dabe, ne daye min, lê – ji bo ku ez mezin nekim – heta dereceyekê daye we hemûyan.
Ew cezayê ku pirraniya we daye kesê weha, têrê dike.
Niha divê hûn hê bêtir li wî bibihûrin û hanê bidin wî, da ku ev kes di nav xemgîniya zêde de nefetise
Loma, ez ji we lava dikim ku hûn hezkirina xwe ya ji bo wî erê bikin.
Min ji bo vê yekê nivîsî: Da ku ez we biceribînim, bizanim, ka hûn di her tiştî de bi ya min dikin an na.
Hûn tiştekî li kê bibihûrin, ez jî lê dibihûrim. Eger ez li tiştekî bihûrtibim, ez ji bo we li ber Mesîh li vê jî bihûrtime.
Da ku keysa Îblîs li me neyê, çimkî em ji gêrûfenên wî ne bêhay in.
Gava ku ez ji bo Mizgîniya Mesîh hatim Troyayê, ji aliyê Xudan ve deriyek li ber min hat vekirin,
lê ji ber ku min birayê xwe Tîtos nedît, dilê min rihet nebû. Loma min xatir ji wan xwest, ez çûm Mekedonyayê.
Lê şikir ji wî Xwedayî re ku herdem me bi Mesîh, di rêveçûna serfiraziya serketinê de pêşve dibe û bi destê me bîhna xweş a zanîna xwe li her derê belav dike.
Çimkî em, hem di nav yên ku xilas dibin û hem jî di nav yên ku helak dibin de, ji Xwedê re bîhna Mesîh a xweş in.
Ji bo yên helakbûyî em bîhna ku ji mirinê dibe mirinê ne, ji bo yên xilasbûyî jî em bîhna ku ji jiyanê dibe jiyanê ne. Ma kî têra van tiştan dike?
Çimkî em wek gelekan peyva Xwedê nakin destgehê bazirganiyê. Lê belê em wek mirovên ku ji aliyê Xwedê ve hatine şandin, di yekîtiya Mesîh de li ber Xwedê bi dilekî paqij dipeyivin.
Ma em dîsa dest pê dikin ku xwe tewsiye bikin? An jî wek hinekan ma nameyên tewsiyê ji bo we, an ji aliyê we ve ji me re lazim in?
Nameya me ya ku ji aliyê hemû mirovan ve tê zanîn û tê xwendin û di dilê me de nivîsî ye, hûn in.
Diyar e ku hûn nameyeke Mesîh in, ku bi xizmeta me hatiye amadekirin. Ew ne bi hibrê, lê bi Ruhê Xwedayê jîndar, ne li ser nivîsdekên kevirîn, lê li ser nivîsdekên dil ên ji goşt hatiye nivîsîn.
Bi saya Mesîh ewlehiyeke me ya weha bi Xwedê heye.
Em têrê nakin wek ku tiştekî ji me bi xwe ye em bifikirin; lê belê karîna me ji Xwedê ye.
Wî kir ku em têrê bikin, bibin xizmetkarên Peymana Nû; ne xizmetkarên herfan, lê belê yên Ruh. Çimkî herf dikuje, lê belê Ruh vedijîne.
Û eger xizmeta ku mirin aniye, yanî Şerîeta ku bi herfan li ser ferşan hatiye kolan bi rûmet hatibe – wisa ku zaryên Îsraêl, ji ber biriqîna rûyê Mûsa ya ku dibihûrî, nikaribûn bi baldarî li rûyê wî binêrîna –
hingê xizmeta Ruh çawa hê bêtir bi rûmet nabe?
Çimkî eger rûmeta xizmeta ku mirov sûcdar derdixe hebe, rûmeta xizmeta ku rastdariyê tîne qat bi qat zêdetir e.
Çimkî tiştê ku berê bi rûmet bû, rûmeta xwe li ber tiştê ku hê bêtir bi rûmet e, winda kiriye.
Çimkî eger tiştê ku dema wî dibihûre, bi rûmet bûbe, tiştê ku mayîndar e, wê hê bêtir bi rûmet be.
Madem ku em xwediyê hêviyeke weha ne, em bi cesareteke mezin dipeyivin.
Em wek Mûsa nakin; ji bo ku zaryên Îsraêl lê nenêrin û dawiya biriqîna tiştê ku derbas dibe û diçe nebînin, wî rûyê xwe bi xêliyê nixamt.
Lê hişê wan kor bû. Heta îro jî gava ku Peymana Kevin tê xwendin, ew eynî xêlî li ser fêmdariya wan e. Çimkî ew, tenê bi destê Mesîh tê hilanîn.
Erê, heta îro jî gava ku Mûsa tê xwendin, xêlî li ser dilê wan dimîne.
Lê kengê mirov li Xudan bizivire, ev xêlî tê rakirin.
Xudan Ruh e û Ruhê Xudan li ku derê be, li wê derê azadî heye.
Û em hemû bi rûyê bêxêlî rûmeta Xudan dibînin, em ji rûmetê ber bi rûmetê ve li eynî sûretî tên guhertin. Ev jî bi saya Xudanê ku Ruh e, çêdibe.
Ji bo vê yekê, li gor ku Xwedê rehma xwe li me kiriye û ev xizmeta me heye, em nawestin.
Me tiştên veşartî yên bi şerm red kirin. Em bi qurnaziyê rêve naçin û em peyva Xwedê naguherin. Lê belê, em rastiyê diyar dikin û li ber Xwedê xwe ji wijdana her mirovî re tewsiye dikin.
Lê eger Mizgîniya ku em didin, nixamtî be jî, ji bo yên ku helak dibin nixamtî ye.
Çimkî xwedayê vê dinyayê hişê bêbaweran kor kiriye, da ku ronahiya Mizgîniya rûmeta Mesîhê ku sûretê Xwedê ye, li ser wan dernekeve.
Ji ber ku em ne xwe bi xwe, lê belê em Îsa Mesîh bi Xudantî û xwe jî ji bo Îsa xulamên we didin bihîstin.
Çimkî, Xwedayê ku got: «Bila ji tariyê ronahî bibiriqe», di dilê me de jî biriqî, da ku ronahiya zanîna rûmeta Xwedê ya li ser rûyê Îsa Mesîh, bide me.
Em di firaxên herrî de xwediyê vê xezînê ne; da ku bê zanîn, mezinahiya zêde ya hêzê ne ji me ye, lê ji Xwedê ye.
Em bi her awayî di tengahiyê de ne, lê em ne perçiqî ne; em heyirî dimînin, lê em ne bêhêvî ne.
Tengahiyê didin me, lê dev ji me nehatiye berdan; em li erdê hatine xistin, lê em ne helakbûyî ne.
Ji bo ku jiyana Îsa jî di bedena me de bê dîtin, em mirina Îsa herdem di bedena xwe de hildigirin.
Çimkî, ji bo ku jiyana Îsa di bedena me ya mirindar de bê dîtin, em ên ku dijîn di ber Îsa de herdem teslîmî mirinê tên kirin.
Wisa ku mirin di hundirê me de, lê jiyan di hundirê we de dixebite.
Wek ku hatiye nivîsîn: «Min bawer kir, loma ez peyivîm», em ên ku xwediyê eynî ruhê baweriyê ne, em jî bawer dikin û loma em dipeyivin.
Çimkî em dizanin: «Xwedayê ku Xudan Îsa rakir, wê me jî bi Îsa re rake û bi we re derîne ber xwe.»
Erê ev hemû ji bo we ne. Da ku kerem hê di nav gelekan de zêde bibe û ji bo rûmeta Xwedê şikirdariyê zêdetir bike.
Ji ber vê yekê em nawestin, lê her çiqas mirovê me yê derve birize jî, mirovê me yê hundir roj bi roj nûvejen dibe.
Çimkî tengahiyên me yên sivik û ji bo demekê ji me re rûmeteke giran û herheyî ya gelek û hê gelektir pêk tînin.
Îcar em ne li tiştên ku tên dîtin, lê belê li yên ku nayên dîtin dinêrin. Çimkî yên ku tên dîtin ji bo demekê ne, lê belê yên ku nayên dîtin herheyî ne.
Em dizanin, eger mala me, yanî konê me yê dinyayî hilweşe, li ezmanan ji Xwedê avahiyeke me, maleke me ya herheyî ya ku bi dest nehatiye çêkirin, heye.
Çimkî bi rastî di vî konî de em axînan dikişînin û bêriya lixwekirina mala xwe ya ji ezmên dikin.
Wisa ku çaxê em li xwe bikin, em tazî namînin.
Çimkî em ên ku di vî konî de ne, em di bin barekî giran de axînan dikişînin. Em naxwazin vî ji xwe bikin, lê belê em dixwazin di ser re li xwe bikin, da ku tiştê mirindar ji aliyê jiyanê ve bê daqurtandin.
Yê ku em tam ji bo vê yekê amade kirine û Ruh bi destberîtî daye me, Xwedê ye.
Loma em hergav ewle ne û em dizanin heta ku em di bedenê de ne, em ji Xudan dûr in.
Çimkî em ne bi dîtinê, lê bi baweriyê rêve diçin.
Erê, ewlehiya me heye û em hê bêtir dixwazin ku ji bedenê dûr û li ba Xudan bin.
Ji bo vê yekê dixwazî bila em di bedenê de bijîn, dixwazî jî bila em ji bedenê dûr bin, armanca me ev e ku em li Xudan xweş bên.
Çimkî divê em hemû li ber kursiyê Mesîh ê dîwanê xuya bibin, da ku her kes li gor tiştên ku hê ew di bedenê de bû, kirine – qenc bin an jî xerab bin – bistîne.
Îcar, ji ber ku em dizanin tirsa Xudan çi ye, em dixwazin baweriya mirovan bînin. Em ji Xwedê ve eşkere ne û hêviya min heye ku em ji wijdana we ve jî eşkere ne.
Em ji nû ve xwe ji we re tewsiye nakin, lê em fersendê didin we ku hûn bi me pesnê xwe bidin, da ku bersîveke we ji bo yên ku ne ji bo tiştên di dil de, lê ji bo nîşandana xwe pesnê xwe didin, hebe.
Eger em ji ser hişê xwe çûbin, ev ji bo Xwedê ye; eger aqilê me li serê me be, ev ji bo we ye.
Hezkirina Mesîh me didehfîne, çimkî bîr û baweriya me ev e ku yek ji bo hemûyan mir. Nexwe hemû mirin.
Ew ji bo hemûyan mir, da ku yên dijîn êdî ne ji bo xwe, lê belê ji bo wî yê ku ji bo wan mir û hat rakirin, bijîn.
Êdî em ji niha û pê ve li gor fikra mirovan tu kesî nas nakin. Eger me Mesîh li gor fikra mirovan nas kiribe jî, êdî em niha wisa nas nakin.
Nexwe eger yek di yekîtiya Mesîh de be, ew afirînekî nû ye; tiştên kevin derbas bûn û çûn, va ye, yên nû çêbûn.
Evên ha hemû ji Xwedê ne. Wî bi destê Mesîh em bi xwe re li hev anîn û xizmeta lihevanînê da me.
Yanî Xwedê di şexsê Mesîh de dinya bi xwe re li hev anî, neheqiyên wan li ser wan hesab nekir û peyva lihevanînê spart me.
Îcar wek ku Xwedê bi devê me hêvî dike, em ji bo Mesîh qasidiyê dikin. Em ji bo Mesîh lava dikin: «Bi Xwedê re li hev werin.»
Xwedê ewê ku guneh nedizanî ji bo me kir guneh, da ku em di şexsê wî de bibin rastdariya Xwedê.
Em ên ku hevparên Xwedê yên xebatê ne, em ji we lava dikin ku hûn kerema wî badîhewa qebûl nekin.
Çimkî Xwedê dibêje: «Min di dema minasib de tu bihîstî, Û di roja xilasiyê de min alîkariya te kir.» Va ye, dema meqbûl niha ye; va ye, roja xilasiyê niha ye.
Em di tu tiştî de ji tu kesî re nebûn sedemê terpilînê, da ku lome ji xizmeta me neyê kirin.
Lê belê bi xizmetkarîtiya Xwedê em di her tiştî de xwe pêşkêşî qîmanîna we dikin. Di ragirtina giran de, di tengahî, zehmetî û belayan de,
di lêdan, zîndan, hengame, ked, bêxewî û di birçîbûnê de,
di dilpakî, zanîn, bîhnfirehî, qencî, Ruhê Pîroz û hezkirina bêdurûtî de,
di peyivîna rastiyê de, di hêza Xwedê de; di destê rastê û çepê de şûr û mertalê rastdariyê;
di serbilindî û şermezariyê de, di navdariya xerab û di ya qenc de; em wek xapînokan tên hesibandin, lê em rast in.
Wek ên ku nayên naskirin, lê yên bi nav û deng; wek ên ku dimirin, lê va ye, em dijîn; wek ên cezakirî, lê nehatine kuştin.
Em xemgîn in, lê em hergav şa ne. Em belengaz in, lê em gelekan dewlemend dikin. Wek ên ku tu tiştê wan tune, lê em xwediyê her tiştî ne.
Gelî Korîntiyan! Em eşkere bi we re peyivîn, dilê me ji we re fireh e.
Dilê me ji bo we teng nebûye, lê dilê we bi xwe teng bûye.
Wek ku ez ji zarokên xwe re dibêjim, ez dipeyivim; hûn jî weha dilê xwe ji me re fireh bikin.
Bi yên bêbawer re nekevin bin eynî nîrî. Ma çi hevkariya rastdariyê bi neheqiyê re heye? An çi danûstandina tariyê bi ronahiyê re heye?
Ma di navbera Mesîh û Beliyal de çi hevparî heye? An çi para yê bawermend bi yê ku baweriyê nayne re heye?
Ma di navbera Perestgeha Xwedê û pûtan de çi lihevkirin heye? Çimkî em Perestgeha Xwedayê jîndar in. Wek ku Xwedê gotiye: «Ezê di nav wan de rûnim Û di nav wan de bigerim; Ezê bibim Xwedayê wan Û ew jî wê bibin gelê min.»
Xudan dibêje: «Loma ji nav wan derkevin û veqetin, Dest nedin tiştê murdar. Hingê ezê we qebûl bikim.»
Xudanê karîndarê her tiştî dibêje: «Ezê ji we re bibim Bav, Û hûnê ji min re bibin kur û keç.»
Îcar hezkirîno, madem ku em xwediyê van sozan in, em xwe ji her cûreyê murdariya ruh û bedenê paqij bikin û bi tirsa Xwedê pîroziyê temam bikin.
Di dilê xwe de cih bidin me. Me neheqî li tu kesî nekir, me tu kes ji rê derneanî, me heqê tu kesî nexwar.
Ez vê ne ji bo ku we sûcdar derxim dibêjim. Çimkî, wek ku min berî niha got, hûn di dilê me de ne, ku em bi hev re bimirin û bi hev re bijîn.
Ez ji we gelek piştrast im, ez bi we gelek serbilind im, dilê min bi hanê tije ye. Di nav hemû tengahiyên me de şahiya min difûre.
Ji ber ku gava em hatin Mekedonyayê jî, bedena me qet rihetî nedît, lê em bi her awayî di tengahiyê de bûn. Li derve pevçûn, di dilê me de tirs hebû.
Lê belê Xwedayê ku li hana şikestiyan tê, bi hatina Tîtos li hana me hat.
Ne tenê bi hatina wî, lê bi wê hana ku wî ji we standibû jî em hatin handan. Gava ku Tîtos bêrîkirin, xemgînî û xîretkêşiya we ya ji bo min ji me re got, ez hê bêtir dilşa bûm.
Çimkî eger min bi nameya xwe hûn xemgîn kiribin jî, ez ne poşman im. Eger ez poşman bûbim jî – çimkî ez dibînim, ji bo demekê be jî, wê nameyê hûn xemgîn kirine –
niha ez şa me. Ne ji ber ku hûn xemgîn bûn, lê ji ber ku hûn ji bo tobekirinê xemgîn bûn, ez dilşa me. Hûn li gor Xwedê xemgîn bûn, wisa ku we di tu tiştî de ziyan ji me nedît.
Çimkî xemgîniya li gor Xwedê, tobeya ku dibe xilasbûnê pêk tîne û poşmanî tê de tune. Lê heçî xemgîniya dinyayê ye, ew mirinê pêk tîne.
Binêrin eynî vê xemgînbûna li gor Xwedê bi we re çi sergiranî, çi daxwaza li we neyê girtin, çi hêrs, çi hişyarbûn, çi bêrîkirin, çi xîret û çi cezakirina neheqiyê pêk anî. Di vê yekê de we bi her awayî pakbûniya xwe nîşan da.
Min ew name ji we re ne ji bo yê ku neheqî kir, ne jî ji bo yê ku neheqî lê hat kirin, lê belê ji bo ku xîretkêşiya we ya ji bo me li ber Xwedê ji we re eşkere bibe, nivîsî.
Em bi vê yekê hatin handan. Di ser hana ku me stand re, em bi şabûna Tîtos bêtir dilşa bûn. Çimkî we hemûyan ruhê wî rihet kir.
Min pesnê we ji wî re da û we ez şermezar nekirim. Çawa her tiştê ku me ji we re got, rast bû, pesindana me ya ji Tîtos re jî rast derket.
Û gava ku guhdana we hemûyan tê bîra wî, ku çawa we ew bi tirs û lerizîn qebûl kir, hezkirina wî ya ji bo we hê zêdetir dibe.
Ez şa me, ji ber ku ez di her tiştî de ji we piştrast im.
Îcar birano, em kerema Xwedê ya ku di civînên li Mekedonyayê de hatiye dayîn, bi we didin zanîn.
Di nav ceribandina tengahiya mezin de, şahiya wan a germ û belengaziya wan a kûr, bi dewlemendiya comerdiya wan fûriya.
Ez şahidiyê dikim ku wan li gor karîna xwe, heta ji karîna xwe zêdetir jî bi daxwaza xwe dan.
Ji me gelek lava kirin ku em vê qenciyê bi wan bikin ku em beşdarbûna wan a ji bo xizmeta pîrozan qebûl bikin.
Bi qasî ku me hêvî dikir hê bêtir, wan pêşî xwe da Xudan û bi daxwaza Xwedê, xwe dan me.
Wisa ku, me hêvî ji Tîtos kir ku vê kerema ku pêşî bi we dest pê kiriye, bîne serî.
Wek ku hûn di baweriyê de, di peyvê de, di şehrezayî û her cûreyê xîretkêşiyê de, di hezkirina xwe ya ji bo me û di her tiştî de zêde bûne, bixebitin ku hûn di vê keremê de jî zêde bibin.
Ez vê wek emir nabêjim, lê belê ez bi xîretkêşiya yên din xwerûtiya hezkirina we diceribînim.
Çimkî hûn kerema Xudanê me Îsa Mesîh dizanin. Bi ser ku ew dewlemend bû jî, ew bû belengaz, da ku hûn bi belengaziya wî dewlemend bibin.
Di vê yekê de ez fikra xwe dibêjim. Çimkî ya ku ji bo we bi feyde ye, ev e: Ji sala par ve, hûn ne tenê di kirinê de, lê belê di xwestinê de jî yên pêşî bûn.
Niha vî karî bînin sêrî, wisa ku, çawa hûn di dilxwaziyê de ji dil in, wisa jî çiqas ji destê we bê, temam bikin.
Çimkî eger dilxwazî hebe, dayîna yekî ne li gor tiştê ku di destê wî de tune, lê li gor tiştê ku di destê wî de heye, meqbûl e.
Armanca me ne ew e ku hinekên din bikevin firehiyê û hûn bikevin tengahiyê; dabaş wekhevî ye.
Di dema niha de zêdehiya di destê we de bila ji bo kêmahiya wan be, da ku demeke din zêdehiya di destê wan de ji bo kêmahiya we be, wisa ku wekhevî çêbe.
Çawa ku hatiye nivîsîn: «Zêdehiya yê ku pirr civand çênebû Û kêmahiya yê ku hindik civand jî çênebû.»
Îcar şikir ji Xwedê re yê ku ji bo we eynî xîret xist dilê Tîtos.
Çimkî Tîtos hêvîkirina me qebûl kir, lê hê bêtir bi xîretkêşî û bi daxwaza xwe derdikeve ba we.
Bi wî re em wî birayê ku di dayîna Mizgîniyê de, di hemû civînan de pesnê wî tê dayîn, dişînin.
Bi ser de ev bira, ji aliyê civînan ve hat hilbijartin, da ku di xizmeta vê keremê de ji bo ku rûmeta Xudan û dilxwaziya me nîşan bide, bi me re bigere.
Em hay ji xwe hebin ku di xizmeta me de, ku ji bo vê diyariya mezin e, tu kes tu lomeyan ji me neke.
Çimkî em ne tenê li ber Xudan, lê belê li ber mirovan jî hay ji kirina tiştên qenc dimînin.
Em bi van herduyan re birayê xwe dişînin. Me gelek caran ew ceribandiye û em dizanin ku di gelek tiştan de xîretkêş e. Û niha, ji ber ku li we gelek ewle ye, ew hê zêdetir xîretkêş e.
Heçî Tîtos e, ew hevparê min û ji bo we hevalkarê min e; heçî birayên me yên din in jî, şandiyên civînên bawermendan in, rûmeta Mesîh in.
De îcar hezkirina xwe û sedemê pesindana me ya ji bo we, li ber civînan nîşanî wan bidin.
Ne hewce ye ku ez li ser vê xizmeta ku ji pîrozan re tê kirin, ji we re binivîsim.
Çimkî ez dilxwaziya we dizanim. Ez bi vê li ber Mekedoniyan pesnê xwe didim û dibêjim ku: «Herêma Axayayê ji par ve amade ye.» Xîreta we, gelek ji wan xistin xeptûleptê.
Û ez birayan dişînim ba we, da ku xwepesindana me ya li ser we di vê yekê de pûç dernekeve, lê hûn wek ku min gotiye, amade bin.
Nebe ku, hin ji Mekedoniyan bi min re bên û we amadenebûyî bibînin. Îcar ya me tune, hûnê di vê ewlehiyê de şermî bibin.
Loma min pêwist dît ku ez ji birayan hêvî bikim ku ew pêşî bên ba we û diyariya we ya ji pêşî ve sozdayî, hingê berdest be. Wisa ku diyariya we, ne ji mecbûrî, lê wek diyariya dilxwaziyê amade be.
Lê vê bizanin: Yê ku hindik diçîne hindik didirû, yê ku pirr diçîne pirr didirû.
Ne bi bêdilî an ji mecbûrî, lê bila her kes wek ku xistiye dilê xwe bide. Çimkî Xwedê ji yê ku bi rûgeşî dide, hez dike.
Û Xwedê dikare ku her keremê bi zêdehî bide we, wisa ku hergav di her tiştî de têra we hebe û ji bo her karê qenc hê zêdetir hebe.
Wek ku hatiye nivîsîn: «Belav kir û da hejaran, Rastdariya wî her û her dimîne.»
Yê ku ji cotkar re tov û ji bo xwarinê nên peyda dike, wê tovê ku hûn jî diçînin peyda bike û zêde bike û wê berê rastdariya we mezin bike.
Hûnê di her tiştî de, ji bo her comerdiya ku bi devê me ji Xwedê re şikirdariyê tîne, dewlemend bibin.
Çimkî ev xizmeta ku hûn dikin ne tenê kêmahiyên pîrozan temam dike, lê belê bi gelek şikirkirinê ji Xwedê re zêde dibe.
Gelek mirov ji ber xizmeta we ya kifşbûyî, ji bo guhdana we ya Mizgîniya Mesîh û eşkerekirina wê û ji bo camêriya we ya levakirina bi wan û yên din re, pesnê Xwedê didin.
Ji ber wê kerema Xwedê ya ku bi zêdehî li ser we ye, ew ji bo we dua dikin û bêriya we dikin.
Ji bo diyariya wî ya ku bi ziman nayê salixdan şikir ji Xwedê re.
Ez Pawlos bi xwe, yê ku çaxê di nav we de ye bê zirav, lê çaxê ku ji we dûr e li hember we bi zirav tê dîtin, ez bi nermî û keremdariya Mesîh hêvî ji we dikim.
Ez lava dikim: Gava ku ez bêm, nebe ku ez mecbûr bimînim bi piştrastî biwêrim li hember hinekên ku difikirin, em li gor nefsê rêve diçin, rabim.
Erê, em di bedenê de dijîn, lê em li gor hêza bedenê şer nakin.
Çimkî çekên şerê me ne dinyayî ne, lê belê ji bo hilweşandina kelehan ew hêza xwedayî ne. Em raman
û her tiştê bilind ê ku li hember zanîna Xwedê radibe, hildiweşînin û her fikrê dikin hêsîr ku serî li ber Mesîh deyne.
Îcar gava ku guhdana we temam bibe, em amade ne ku her neguhdariyê ceza bikin.
Li tiştê li ber çavê xwe binêrin. Eger yek li xwe ewle ye ku ew yê Mesîh e, bila ew di dilê xwe de li ser vê yekê jî bifikire, ku ew bi xwe çawa yê Mesîh e, em jî wisa ne.
Çimkî eger ez piçekê zêde bi wê desthilatiya ku Xudan daye me pesnê xwe bidim jî, ez şermî nabim. Wî ew ne ji bo hilweşandina we, lê ji bo avakirina we daye me.
Ez naxwazim wek yekî ku we bi nameyên xwe ditirsîne bêm dîtin.
Çimkî hin dibêjin: «Nameyên wî giran û hêzdar in, lê dîtina şexsê wî qels û peyivîna wî ne tiştek e.»
Mirovekî weha bila bizane, ku em ji dûr ve bi nameyan di peyvê de çawa bin, emê di nav we de di kirinê de jî wisa bin.
Ji xwe em newêrin ku xwe bi hinekên ku xwe tewsiye dikin re yek bigirin an jî rû bi rû bikin; lê ew ên ku xwe bi hev re dipîvin û xwe bi hev re rû bi rû dikin, bêfêm in.
Heçî em in, em di ser pîvanê re pesnê xwe nadin, lê belê li gor pîvana sînorê ku Xwedê daye me, ku digihîje heta ba we, em pesnê xwe didin.
Çaxê em gihîştin we, em di ser pîvana vî sînorî re derbas nebûn, çimkî em ên pêşî bûn ku bi Mizgîniya Mesîh heta ba we jî hatin.
Em ji pîvanê der, yanî bi keda hinekên din pesnê xwe nadin. Lê hêviya me ew e ku, bi mezinbûna baweriya we, meydana me ya xebatê di nav we de hê firehtir bibe,
da ku em Mizgîniyê ji we hê wêvetir bidin. Wisa ku em pesnê xwe bi karê ku ji xwe di sînorê hinekên din de hatiye kirin, nedin.
«Yê ku pesnê xwe dide, bila bi Xudan pesnê xwe bide.»
Çimkî ne yê ku xwe tewsiye dike, lê belê yê ku Xudan wî tewsiye dike, tê erêkirin.
Xwezî we di bêaqiliyê de piçekê ez ragirtama! Lê belê ji xwe hûn min radigirin.
Ez bi hesûdiya Xwedê ji bo we hesûd im, çimkî min hûn ji mêrekî tenê re, ji Mesîh re nîşan kirin, da ku ez we wek keçikeke pak pêşkêşî wî bikim.
Lê ka çawa mar bi qurnaziya xwe Hawa xapand, ez ditirsim ku fikrên we jî bên xirandin û ji sadebûn û dilpakiya ku ji bo Mesîh e veqetin.
Eger yek bê û Îsayekî din ê ku me nedaye bihîstin bide bihîstin, an eger hûn ruhekî din ê ku we nestandiye, an Mizgîniyeke din a ku we qebûl nekiriye bistînin, hûn qenc vê radigirin.
Lê ez dibêjim qey di tu tiştî de ez ji wan şandiyên payebilind ne kêmtir im.
Eger ez di peyvê de xeşîm bim jî, di zanînê de ez ne xeşîm im. Me ev bi her awayî, di her tiştî de ji we re eşkere kir.
Ji bo ku hûn bilind bibin, ma min guneh kir ku min xwe nizim kir? Çimkî min Mizgîniya Xwedê belaş da we.
Min civînên din şêlandin û ji wan pere standin, da ku ez ji we re xizmetê bikim.
Û çaxê ku ez di nav we de bûm û hewcedariya min hebû, ez ji tu kesî ji we re nebûm bar. Çimkî, gava ku bira ji Mekedonyayê hatin, tu kêmahiyên min nehiştin. Min di her tiştî de hay ji xwe hebû ku ez ji we re nebim bar û ezê hay ji xwe hebim jî.
Rastiya Mesîh bi min re ye, wisa ku li herêma Axayayê tu kes nikare devê min ji vê pesindanê bigire.
Çima? Ma ji ber ku ez ji we hez nakim? Xwedê dizane ku ez ji we hez dikim.
Û tiştê ku ez dikim, ezê hê jî bikim, da ku ez fersendê nedim wan ên ku li fersendê digerin. Ew dixwazin di tiştê ku pesnê xwe pê didin de eynî wek me bên dîtin.
Çimkî mirovên weha şandiyên qelp, karkerên hîlekar in; xwe dixin sûretê Şandiyên Mesîh.
Ev ne tiştek e ku mirov lê şaş bimîne. Îblîs bi xwe jî xwe dixe sûretê milyaketê ronahiyê.
Loma eger xizmetkarên wî jî xwe bixin sûretê xizmetkarên rastdariyê, ev ne tiştek mezin e; dawiya wan wê li gor kirinên wan be.
Ez careke din dibêjim: Bila tu kes min bêaqil guman neke. Lê eger hûn guman dikin, min di bêaqiltiyê de jî qebûl bikin ku ez jî piçekê pesnê xwe bidim.
Ev tiştê ku ez dibêjim, ez ne li gor Xudan, lê wek di bêaqiltiyê de, bi piştrastiya ku ji pesindanê tê, dibêjim.
Madem ku gelek li gor fikrên mirovî pesnê xwe didin, ez jî, ezê pesnê xwe bidim.
Hûn wûsa biaqil in ku hûn bi dilxweşî bêaqilan radigirin!
Çimkî eger yek we bike xulam, eger yek ji we bixwe, eger yek feydê ji we bibîne, eger yek li we quretiyê bike, eger yek li rûyê we bixe, hûn van tiştan radigirin.
Ez bi şermî dibêjim: «Hêza me tunebû ku em weha bikin.» Lê eger yek di tiştekî de biwêre ku pesnê xwe bide – ez bi bêaqilî dipeyivim – ez jî diwêrim ku pesnê xwe bidim.
Ma ew Îbranî ne? Ez jî. Ma Îsraêlî ne? Ez jî. Ma ji dûndana Birahîm in? Ez jî.
Ma ew xizmetkarên Mesîh in? Ez wek yekî ku aqilê wî tune bipeyivim – ez hê zêdetir im. Min zêdetir ked daye, ez zêdetir ketime zîndanê, min bêtir lêdan xwar, ez pirr caran gihîştime ber mirinê.
Ji Cihûyan, pênc caran çil kêm yek dar li min hatin xistin.
Sê caran bi daran li min hat xistin; carekê ez hatim kevirkirin; sê caran di deryayê de qeza hat serê min; şev û rojekê ez di deryaya kûr de mam.
Min gelek caran rêwîtî kir; ez di talûkeyên çeman re derbas bûm, di talûkeyên rêbiran de, di talûkeyên ji aliyê gelê xwe ve, di talûkeyên ji aliyê miletan ve, di talûkeyên di nav bajêr de, di talûkeyên di çolê de, di talûkeyên di deryayê de û ez di talûkeyên nav birayên qelp de derbas bûm.
Min ked û zehmet kişand; gelek caran ez di bêxewiyê de, di birçîbûn û tîbûnê de bûm; gelek caran bê xwarin, di nav serma û tazîbûnê de mam.
Ji bilî tiştên ji derve, ku her roj min diperçiqîne, xemxwarina hemû civînan e.
Ma kî lewaz dibe û ez lewaz nabim? Ma kî tê terpilandin û ez naşewitim?
Eger xwepesindan pêwist be, ezê bi tiştên ku bêhêziya min nîşan didin pesnê xwe bidim.
Xwedê û Bavê Xudan Îsa yê ku her û her pîroz e, dizane ku ez derewan nakim.
Li Şamê, waliyê Arêtas padîşah ji bo ku min bigire, hawirdora tevahiya bajarê Şamê girtibû.
Ez di pencereke ku di sûrê de bû, di selikê de hatim daxistin û ji destê wî reviyam.
Eger bêfeyde be jî, pesindan lazim e. Niha ezê bêm ser dîtinî û peyxamên Xudan.
Ez bawermendekî Mesîhê ku berî çardeh salan heta bi ezmanê sisiyan hat hildan nas dikim. Ez nizanim ka di bedenê de bû, ka li derveyî bedenê bû; ez nizanim, Xwedê dizane.
Ez dizanim ku ev mirov – di bedenê de, an li derveyî bedenê bû, ez nizanim; Xwedê dizane –
heta bi bihiştê hat hildan. Wî li wir tiştên ku nayên îfadekirin, tiştên ku destûra mirov tune ku wan bêje, bihîstin.
Ezê bi yekî weha pesnê xwe bidim; lê ji bêhêziyên xwe pê ve, ez li ser xwe pesnê xwe nadim.
Lê eger ez bixwazim pesnê xwe bidim jî, ez nabim yekî bêaqil. Çimkî ezê rastiyê bêjim. Lê ez dipilikim ku kesek ji tiştê ku li ba min dîtiye an ji min bihîstiye zêdetir li ser min bifikire.
Ji bo ku ez bi peyxamên pirr mezin qure nebim, di bedenê de ji min re stiriyek yanî milyaketekî Îblîs hat dayîn, ku min bide ber kulman, da ku ez qure nebim.
Min sê caran ji bo vê ji Xudan hêvî kir, da ku ji min dûr bixe.
Lê wî ji min re got: «Kerema min têra te dike. Çimkî hêza min di bêhêziyê de temam dibe.» Ji bo vê yekê ezê bi dilxweşî hê zêdetir bi bêhêziya xwe pesnê xwe bidim, da ku hêza Mesîh li ser min be.
Ji ber vê yekê ez di ber Mesîh de bi lewazî, lome, dijwarî, cefa û tengahiyan kêfxweş im; çimkî kengê ez lewaz bim, hingê ez hêzdar im.
Min bêaqilî kir, we ez mecbûr kirim. Diviya ku ji aliyê we ve ez bihatama tewsiyekirin. Ji ber ku her çiqas ez ne tiştek bim jî, bi tu awayî tu kêmahiya min ji van şandiyên payebilind tune.
Nîşanên şandiyekî, yanî nîşan, karên mezin û keramet, di nav we de bi hemû bîhnfirehiyê hatin pêkanîn.
Ji vê yeka ku ez ji we re nebûm bar pê ve, ma di çi tiştî de hûn ji civînên din kêmtir man? Vê neheqiyê li min bibihûrin!
Va ye, ev cara sisiyan e ez amade me ku bêm ba we û ez ji we re nabim bar. Çimkî ez ne li ya ku bi we re ye, lê belê li we digerim. Çimkî divê ne zarok ji dê û bavê xwe re, lê belê dê û bav ji zarokan re mal bidin hev.
Ezê ji bo we gelek bi dilxweşî tiştên xwe bimezêxim û bêm mezaxtin jî. Eger ez zêde ji we hez bikim, ma ezê kêmtir bêm hezkirin?
Bila be, em bêjin ez ji we re nebûm bar; lê li gor hin ji we min di qurnaziya xwe de hûn bi hîlekarî bi dest xistine!
Ma gelo min bi destê hin ji wan ên ku min şandine ba we, heqê we xwariye?
Min ji Tîtos hêvî kir ku ew bê ba we û min birayê din jî pê re şand. Ma Tîtos feydeyek ji we standiye? Ma em ne di eynî ruhî de, di eynî şopê de rêve çûn?
Ma ev demeke dirêj e ku hûn difikirin, em xwe li ber we diparêzin? Em bi saya Mesîh li ber Xwedê dipeyivin, îcar hezkirîno, her tişt ji bo avabûna we ye.
Çimkî ez ditirsim çaxê ku ez bêm, ez we ne wek ku ez dixwazim bibînim û hûn jî min ne wek ku hûn dixwazin bibînin, lê ez ditirsim ku pevçûn, çavnebarî, hêrs, hevrikî, ketme, paşgotinî, quretî û tevlihevî çêbin.
Ez ditirsim ku gava ez dîsa bêm ba we, Xwedayê min, min li ber we bide şermê û ez ji bo gelekên ku berê guneh kirine û ji pîsîtî, fuhûşî û şehweta xwe tobe nekirine, şînê bigirim.
Ev cara sisiyan e ku ez têm ba we. «Divê her tişt bi devê dido an sê şahidan rast derkeve.»
Ji wan ên ku berî niha guneh kirine û ji hemûyên din re ez niha ji dûr ve tiştê ku min di serdana diduyan de gotibû, careke din dibêjim: Gava ez dîsa bêm, êdî ez tu kesî nadirixînim.
Madem ku hûn li delîlan digerin, ka gelo Mesîh bi devê min dipeyive… Mesîh li hember we ne lewaz e, lê belê di nav we de hêzdar e.
Rast e, ew bi lewazî hat xaçkirin, lê belê ew bi hêza Xwedê dijî. Em jî di yekîtiya wî de lewaz in, lê belê bi hêza Xwedê, emê bi wî re ji bo we bijîn.
Xwe bi xwe biceribînin û sihêtiya xwe bikin, ka gelo hûn di baweriyê de ne. Ma hûn nizanin ku Îsa Mesîh di dilê we de ye? An nexwe, hûn ji ceribandinê serfiraz dernakevin.
Ez hêvîdar im hûnê fêm bikin ku em ne yên binketî ne.
Îcar em li ber Xwedê dua dikin ku hûn tiştekî xerab nekin. Ev jî ne ew e ku em di ceribandinê de serketî bên dîtin, lê em wek ên serneketî bin jî, armanc ew e ku hûn ya qenc bikin.
Çimkî ne li hember rastiyê, lê belê ji bo rastiyê em dikarin tiştekî bikin.
Kengê em lewaz û hûn hêzdar bin, em şa dibin. Û dua me ev e ku hûn tam bigihîjin.
Loma ez hê nehatî van tiştan dinivîsim, da ku, gava ez bêm, ez wê desthilatiya ku Xudan daye min, bi hişkî bi kar neynim. Çimkî ev desthilatî ne ji bo xerakirinê, lê ji bo avakirinê ji min re hatiye dayîn.
Birano, êdî di xweşiyê de bimînin. Kêmahiyên xwe temam bikin, hanê bidin hevdû, hemfikir bin, di aştiyê de bijîn û Xwedayê aştî û hezkirinê wê bi we re be.
Bi ramûsana pîroz silavê li hev bikin. Hemû pîroz silavan li we dikin.
Kerema Xudan Îsa Mesîh, hezkirina Xwedê û hevpariya Ruhê Pîroz li ser we hemûyan be.
Ji Pawlosê Şandî yê ku ne ji mirovan û ne jî bi destê mirovan, lê belê bi destê Îsa Mesîh û Bav Xwedayê ku ew ji nav miriyan rakir, bûye Şandî
û ji hemû birayên ku bi min re ne, ji civînên bawermendan ên li Galatyayê re:
Ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, kerem û aştî li ser we be.
Wî xwe di ber gunehên me de feda kir, da ku me ji dinya xerab xilas bike. Bi wî awayî wî daxwaza Bavê me Xwedê pêkanî.
Rûmet her û her ji Xwedê re be! Amîn.
Ez li we şaş dimînim ku hûn çawa evqas zû dev ji yê ku bi kerema Mesîh gazî we kiriye, berdidin û li mizgîniyeke din dizivirin.
Ya rast, mizgîniyeke din tune, lê hin kesên ku we tevlihev dikin û dixwazin Mizgîniya Mesîh xera bikin, hene.
Lê belê eger em, an jî milyaketekî ji ezmên, ji wê Mizgîniya ku me ji we re gotiye pê ve, mizgîniyeke din ji we re bêje, bila nifir li wî be.
Me berê çawa gotiye, ez niha dîsa dibêjim: Eger yek, ji Mizgîniya ku we qebûl kiriye pê ve, yeke din ji we re bêje, nifir li wî be.
Ma niha ez lê digerim ku li mirovan an li Xwedê xweş bêm? An ez dixebitim ku mirovan dilxweş bikim? Eger min hê bixwesta ku ez mirovan dilxweş bikim, ez nedibûm xulamê Mesîh.
Birano, ez bi we didim zanîn ku ew Mizgîniya ku ji aliyê min ve tê dayîn, ne ji mirovan e.
Çimkî min ew ji mirovan nestand û ez ji aliyê wan ve nehatim hînkirin, lê belê min ew bi peyxama Îsa Mesîh stand.
We li ser jiyana min a berê ya di Cihûtiyê de bihîst. Hingê min pirr zêde tengahî dida civîna bawermendan a Xwedê û min dixwest ku ez wê ji holê rakim.
Ez di nav gelê xwe de, ji gelekên ku di emrê min de bûn, di Cihûtiyê de bêtir pêşve diçûm û ji bo adetên bav û kalên xwe bi zêdehî xîretkêş bûm.
Lê hê ku ez di malzaroka diya xwe de bûm, Xwedê ez veqetandim û bi kerema xwe gazî min kir.
Û çaxê li wî xweş hat ku Kurê xwe ji min re eşkere bike, da ku ez di nav miletên din de wî bidim bihîstin, ez bi xwîn û goşt neşêwirîm
û derneketim Orşelîmê, ba yên ku beriya min bûbûn Şandî. Lê belê ez çûm Erebistanê û careke din vegeriyam Şamê.
Paşê, piştî sê salan ji bo ku ez Kîfas nas bikim, ez derketim Orşelîmê û panzdeh rojan li ba wî mam.
Lê min ji Şandiyan kesek nedît; min bi tenê birayê Xudan Aqûb dît.
Di tiştên ku ez ji we re dinivîsim de, va ye, li ber Xwedê ez derewan nakim.
Piştî wê ez hatim herêmên Sûriye û Kîlîkyayê.
Lê ez bi xwe, ji aliyê civînên bi Mesîh ên li Cihûstanê ve rû bi rû nehatibûm naskirin.
Wan bi tenê dibihîst: «Wî mirovê ku demekê tengahî dida me, ew niha wê baweriya ku demekê dixwest ji holê rake, hîn dike.»
Û ji bo min pesnê Xwedê didan.
Piştî çardeh salan, min Tîtos jî hilda ba xwe û bi Barnabas re careke din ez derketim Orşelîmê.
Ez li gor peyxamê çûm. Loma ji bo ku ez badîhewa nebezim an nebezî bim, min ew Mizgîniya ku ez di nav miletan de didim bihîstin, ji wan re got, di civîneke bi taybetî de pêşkêşî yên xweyî siyanet kir.
Tîtosê ku bi min re bû, bi ser ku Yewnanî bû jî, nehat zorkirin ku sinet bibe.
Ev yek jî ji rûyê birayên qelp derket, yên ku ew kirin hundir û ketin nav me, da ku bi muxbîrî azadiya me ya bi Mesîh Îsa hîn bibin, me bikin dîl.
Lê ji bo ku rastiya Mizgîniyê herdem bi we re be, me ji bo saetekê jî li ber wan serî dananî.
Lê yên ku giregir tên dîtin – demekê çi bûn, ji bo min ferq nake. Xwedê li şexsê mirovan nanêre – ez dibêjim yên giregir, tiştekî zêde hînî min nekirin.
Lê bervajiyê vê: Wan dît, wek ku li Petrûs hatiye spartin ku Mizgîniyê bide Cihûyan, li min hatiye spartin ku ez Mizgîniyê bidim miletên din.
Çimkî yê ku di jiyana Petrûs de xebitî ku ew ji Cihûyan re bibe Şandî, di jiyana min de jî xebitî ku ez ji miletan re bibim Şandî.
Aqûb, Kîfas û Yûhenna yên ku stûn dihatin hesabkirin, gava bi kerema ku ji min re hatiye dayîn derxistin, ji bo hevpariyê destên xwe yên rastê dan min û Barnabas û erê kirin ku em herin miletên din û ew jî herin Cihûyan.
Bi tenê ji me xwestin ku em belengazan bînin bîra xwe. Min jî xîretkêşî kir ku ez vê yekê bikim.
Lê gava ku Kîfas hat Entakyayê, ez bi eşkereyî li ber wî rabûm. Ji ber ku sûcdar bû.
Çimkî, beriya ku hin kes ji aliyê Aqûb ve bên, Kîfas bi bawermendên ku ji miletan bûn re xwarin dixwar. Lê piştî ku ew hatin, Kîfas ji yên ku li pey sinetbûnê diçin tirsiya, xwe da paş û ji wan veqetiya.
Cihûyên Mesîhî yên din jî bi wî re durûtî kirin, wisa ku Barnabas jî bi durûtiya wan hat girtin.
Lê gava min dît ku ew li gor rastiya Mizgîniyê rêve naçin, min li pêş hemûyan ji Kîfas re got: «Eger tu Cihû yî û tu bi xwe ne wek Cihûyan, lê wek miletan dijî, tu çawa miletan mecbûr dikî ku bibin Cihû?»
Her çiqas em bi eslê xwe Cihû ne û em ne ji gunehkarên miletên din in,
em dizanin mirov, ne bi kirina Şerîetê, lê bi baweriya ku bi Îsa Mesîh e rastdar derkeve. Û me jî bawerî bi Mesîh Îsa aniye, da ku em ne bi kirina Şerîetê, lê bi baweriya bi Mesîh rastdar derkevin. Çimkî tu kes, bi kirina Şerîetê rastdar dernakeve.
Lê çaxê em dixebitin ku em bi Mesîh rastdar bên hesabkirin û em jî di vê yekê de gunehkar bên dîtin, qey Mesîh xizmetkarê guneh e? Na, tu caran!
Çimkî, eger ez wan tiştên ku min hilweşandine ji nû ve ava bikim, ez kifş dikim ku ez sûcdar im.
Lê ez bi Şerîetê ji bo Şerîetê mirim, da ku ez ji bo Xwedê bijîm. Ez bi Mesîh re hatim xaçkirin
û êdî ez najîm, lê Mesîh di dilê min de dijî. Ew jiyana ku niha ez di bedenê de dijîm, ez bi baweriya bi Kurê Xwedê yê ku ji min hez dike û ji bo min xwe feda kir, dijîm.
Ez kerema Xwedê betal nakim. Çimkî eger rastdarî bi Şerîetê be, Mesîh badîhewa miriye.
Ey Galatiyên bêhiş! Kê sêrbazî li we kir? Ma li ber çavên we, Îsa Mesîh xaçkirî ji we re nehat sûretkirin?
Ez dixwazim tenê vê ji we hîn bibim: Ma we Ruhê Xwedê bi kirina Şerîetê an bi bihîstin û bawerkirinê stand?
Ma hûn evqas bêhiş in? We bi Ruh dest pê kir, ma niha hûn dixebitin ku bi hêza xwe bibin sêrî?
Ma hûn badîhewa di evqas tecrûbeyan re derbas bûn? – Eger ev bi rastî badîhewa bû.
Nexwe yê ku Ruh dide we û di nav we de kerametan dike, ma vê bi kirina Şerîetê an bi bihîstin û bawerkirina we dike?
Li Birahîm binêrin: «Wî ji Xwedê bawer kir û ev jê re rastdarî hat hesabkirin.»
Loma bizanin, yên ku bawer dikin, kurên Birahîm ew in.
Nivîsara Pîroz ji berê ve dît ku Xwedê wê miletan bi baweriyê rastdar derxe û ji berê ve ev Mizgînî da Birahîm: «Hemû milet wê bi te bên pîrozkirin.»
Wisa ku, yên bawer dikin, wê bi Birahîmê ku bawer kiriye re bên pîrozkirin.
Çimkî hemû yên ku pişta xwe bi kirina Şerîetê ve girêdane, di bin nifirê de ne. Ji ber ku weha hatiye nivîsîn: «Her kesê ku di hemû tiştên ku di Kitêba Şerîetê de nivîsî ne, nesekine û neke, di bin nifirê de ye.»
Îcar eşkere ye ku tu kes li ba Xwedê bi Şerîetê rastdar dernakeve. Çimkî hatiye nivîsîn: «Yê rastdar wê bi baweriyê bijî.»
Şerîet ne ji baweriyê ye; lê belê hatiye nivîsîn: «Yê ku wan tiştan dike, wê bi wan bijî.»
Mesîh, em bi berdêl ji nifira Şerîetê kirrîn û rizgar kirin. Ew ji bo me ket bin nifirê; çimkî hatiye nivîsîn: «Her kesê ku bi dar ve daleqandî ye, di bin nifirê de ye.»
Ev hemû weha bû, da ku bi Mesîh Îsa pîrozbûniya Birahîm bê ser miletan û em bi baweriyê soza Ruh bistînin.
Birano, ez li gor mirovan dibêjim: Peymana ku hatiye erêkirin, tenê ya mirovekî be jî, tu kes nikare betal bike an tiştekî bi ser ve zêde bike.
Îcar soz ji Birahîm û ji dûndana wî re hatin dayîn. Nayê gotin wek ku ji bo gelekan be: «Ji hemû dûndanê re», lê belê wek ku ji bo yekî bi tenê be, dibêje: «Ji dûndana te re», ku ev jî Mesîh e.
Îcar ez vê dibêjim: Şerîeta ku piştî çar sed û sî salan hat, nikare peymana ku Xwedê ji berê ve erê kiribû, rake û bi wî awayî sozê betal bike.
Çimkî eger mîras ji Şerîetê be, êdî ne ji sozê ye. Lê Xwedê ji kerema xwe ew bi sozê da Birahîm.
Nexwe Şerîet çima çêbû? Ew ji bo ku sûcan derxe meydanê, ser ve hatiye zêdekirin, da ku heta dûndana ku ji wî re hatibû sozdan bê, bimîne. Ew Şerîet bi rêberiya milyaketan bi destê navberkarekî hat sazkirin.
Navberkar ne ji bo yekî tenê ye, lê Xwedê yek e.
Nexwe Şerîet li hember sozên Xwedê ye? Na, tu caran! Çimkî eger Şerîeteke ku vedijîne bihata dayîn, hingê erê, rastdarî wê bi Şerîetê bûya.
Lê belê Nivîsara Pîroz her tişt di bin guneh de girtiye, da ku soz bi baweriya ku bi Îsa Mesîh e, ji yên ku bawer dikin re bê dayîn.
Beriya ku ev bawerî bê, em di bin Şerîetê de girêdayî bûn, heta xuyabûna baweriya ku wê bihata, em di bin çavan de bûn.
Bi vî awayî Şerîet heta bi hatina Mesîh, bû perwerdevanê me, da ku em bi baweriyê rastdar derkevin.
Niha, ji ber ku bawerî hat, êdî em ne di bin destê perwerdevan de ne.
Çimkî hûn hemû bi baweriyê bi saya Mesîh Îsa kurên Xwedê ne.
Ji ber ku hûn hemû yên ku imad bûne, ku hûn bibin yên Mesîh, we Mesîh li xwe kir.
Êdî ne Cihû û ne jî Yewnanî hene, ne xulam û ne jî azad hene, ne jî nêr û mê hene; çimkî di yekîtiya Mesîh Îsa de hûn hemû yek in.
Îcar, eger hûn ên Mesîh in, hingê hûn dûndana Birahîm in û li gor sozê jî wêris in.
Lê ez vê jî dibêjim: Her çiqas ku wêris xwediyê her tiştî be jî, heta ku zarok e ferqa wî ji yê xulam tune.
Heta dema ku bavê wî kifş kiriye, ew di bin destê raspêr û şahneyan de ye.
Bi vî awayî jî gava ku em zarok bûn, em di bin hêzên ruhî yên vê dinyayê de bindest bûn.
Lê gava ku dem temam bû, Xwedê Kurê xwe şand. Ew ji jinê çêbû û di bin Şerîetê de bû,
da ku wan ên di bin Şerîetê de ne bi berdêl xilas bike û em kurîtiyê bistînin.
Û ji ber ku hûn kur in, Xwedê Ruhê Kurê xwe yê ku gazî dike: «Abba », yanî «Bavo!» şand dilê me.
Loma êdî tu ne xulam î, lê tu kur î. Madem ku tu kur î, nexwe tu bi destê Xwedê wêris î jî.
Hingê, çaxê ku we Xwedê nas nedikir, we ji yên ku ji xwe ne xwedê ne re xulamtî kir.
Lê niha piştî ku we Xwedê naskir, hê zêdetir: Hûn ji aliyê Xwedê ve hatin naskirin, êdî çawa dîsa hûn li wan hêzên ruhî yên bêhêz û reben vedigerin? Ma hûn dîsa dixwazin xulamtiyê ji wan re bikin?
Hûn roj, meh, demsal û salan digirin.
Ez ji we ditirsim ku xebata min a ji bo we badîhewa here.
Birano, ez hêvî ji we dikim: Bibin wek min, çimkî ez jî bûm wek we. We tu neheqî li min nekir.
Hûn dizanin ku min cara pêşî, ji ber nexweşiyeke bedenê Mizgînî da we.
Rewşa bedena min ji bo we tecrûbeyek bû, lê dîsa we ez kêm nedîtim û ez red nekirim, lê belê we ez wek milyaketekî Xwedê, wek Mesîh Îsa qebûl kirim.
Îcar ew bextewariya we li ku derê ma? Çimkî ez ji bo we şahidiyê dikim ku, eger çêbûya, weyê çavê xwe derxista û bida min.
Îcar ji ber ku min rastî ji we re got, ma ez bûm dijminê we?
Hinekên din ji bo we xeptûleptê dikin, lê ne bi nêta qenc. Ew dixwazin we ji me veqetînin, da ku hûn ji bo wan xeptûleptê bikin.
Ne tenê gava ku ez li ba we bim, lê qenc e ku mirov hergav di tiştên qenc de xeptûleptê bike.
Zarokên min, heta ku Mesîh di dilê we de sûret bistîne, ez careke din ji bo we êşa zarokanînê dikişînim.
Lê min dixwest ku niha ez li ba we bûma û min dengê xwe biguherta, çimkî ez li ser we heyirî mame.
Ji min re bêjin, ey hûn ên ku dixwazin di bin Şerîetê de bin: Ma hûn Şerîetê nabihîzin?
Hatiye nivîsîn ku du kurên Birahîm hebûn: Yek ji cêriyê û yek jî ji jina azad.
Lê yê ku ji cêriyê bû li gor bedenê û yê ku ji jina azad bû jî li gor soza Xwedê çêbûye.
Di vê yekê de mînak heye: Ev herdu jin du peyman in. Yek ji wan peymanan ji Çiyayê Sînayê ye û ji bo koletiyê zarokan tîne; ew Hacer e.
Hacer, Çiyayê Sînayê yê li Erebistanê ye û bi Orşelîma niha re hemdeng e. Çimkî bi zarokên xwe ve koletiyê dike.
Lê belê Orşelîma ezmanî azad e, diya me ew e.
Ji ber ku hatiye nivîsîn: «Ey jinika bêber, ey ya ku zarokan nayne, şa bibe! Ey tu ya ku bi êşa zarokanînê nizanî, Bi eşq û şahî dengê xwe bilind bike. Çimkî kurên jina devjêberdayî, Ji kurên ya ku mêrê wê heye, bêtir in.»
Îcar birano, em wek Îshaq zarokên sozê ne.
Lê, ka çawa hingê yê ku li gor bedenê çêbûye, tengahî da yê ku li gor Ruh çêbûye, niha jî weha ye.
Lê belê Nivîsara Pîroz çi dibêje? Dibêje: «Cêriyê û kurê wê bavêje derve. Çimkî kurê cêriyê, Bi kurê ya azad re nabe wêris.»
Ji bo vê yekê birano, em ne zarokên cêriyê ne, lê em zarokên jina azad in.
Mesîh em ji bo azadiyê azad kirine; loma hîmgirtî bin û careke din nekevin bin nîrê xulamtiyê.
Va ye, ez Pawlos ji we re dibêjim: Eger hûn sinet bibin, tu feyda Mesîh ji we re tune.
Ez careke din ji her mirovî re şahidiyê dikim: Yê ku sinet bûye divê tevahiya Şerîetê bike.
Ey hûn ên ku dixwazin bi Şerîetê rastdar derkevin, hûn ji Mesîh veqetiyan û ji keremê dûr ketin.
Lê em bi saya Ruh, bi baweriyê li benda hêviya rastdariyê ne.
Çimkî di yekîtiya Mesîh Îsa de ne sinetbûn û ne jî sinetnebûn, lê tenê baweriya ku bi hezkirinê dixebite, bi kêr tê.
Îcar hûn baş dibezîn; kî ji we re bû asteng ku hûn bi ya rastiyê nekin?
Ev serîpifdan ne ji yê ku gazî we dike ye.
Piçek hevîrtirşk tevahiya hevîr tirş dike.
Ez bi saya Xudan ji we piştrast im ku hûn tiştekî din nafikirin; lê yê ku hûn tevlihev kirine, kî dibe bila bibe, wê cezayê xwe bikişîne.
Lê heçî ez im, birano, eger niha jî min sinetbûn hîn bikira, çima hê tengahî li min dihat kirin? Eger wisa bûya, wê astenga li ber xaçê ji holê rabûya.
Xwezî wan ên ku serê we tevlihev kirine, xwe bi xwe nemêr bikirana.
Birano, hûn ji bo azadiyê hatin gazîkirin, tenê bila azadî ji bo nefsê nebe fersend, lê belê bi hezkirinê ji hevdû re xizmetê bikin.
Çimkî tevahiya Şerîetê di gotinekê de, yanî di vê de temam dibe: «Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.»
Lê eger hûn hevdû gez bikin û bixwin, hay ji xwe hebin ku hûn ji aliyê hevdû ve neyên telefkirin.
Ez vê dibêjim: Bi Ruh rêve herin, hingê hûn tu caran xwestekên nefsê naynin cih.
Çimkî nefs li hember Ruh û Ruh li hember nefsê daxwaz dike; ev li hember hev in, wisa ku tiştên hûn dixwazin bikin, hûn nekin.
Îcar, eger hûn ji aliyê Ruh ve tên rêvebirin, hingê hûn ne di bin Şerîetê de ne.
Heçî kirinên nefsê ne, ew eşkere ne: Ew fuhûşî, pîsîtî, şehwet,
pûtperestî, sêrbazî, dijminahî, pevçûn, çavnebarî, hêrs, hevrikî, dubendî, partîkarî,
zikreşî, serxweşî, kêfkirina bi harîtî û sefahet û tiştên wek van in. Wek ku min berê ji we re got, ez careke din dibêjim: Yên ku tiştên weha dikin, Padîşahiya Xwedê mîras nastînin.
Lê berê Ruh, hezkirin, şahî, aştî, bîhnfirehî, dilovanî, qencî, dilsozî,
nermî û xwegirtin e. Li hember tiştên weha Şerîet tune.
Heçî yên Mesîh Îsa ne, wan nefs bi xwestek û daxwazên wê ve birine ser xaçê.
Madem ku em bi Ruh dijîn, hingê em bi Ruh rêve jî herin.
Em quretiyê nekin, ji hev re meydanê nexwînin û çavnebariya hev nekin.
Birano, eger yek di neheqiyekê de bê girtin, hûn ên ku ruhanî ne, yekî weha bi ruhê nermîtiyê bînin ser rê. Tu jî hay ji xwe hebe, da ku tu neyî ceribandin.
Barên hevdû hilgirin û bi vî awayî Şerîeta Mesîh pêk bînin.
Çimkî eger yek ne tiştek be û xwe tiştek hesab bike, ew xwe bi xwe dixapîne.
Bila her kes karê xwe biceribîne. Hingê mirov ne bi kirinên hinekên din, lê tenê bi kirinên xwe dikare pesnê xwe bide.
Çimkî her kes wê barê xwe hilgire.
Yê ku di peyvê de hatiye hînkirin, bila di hemû tiştên qenc de parê bide wî yê ku hîn dike.
Neyên xapandin! Tinaz bi Xwedê nayê kirin. Çimkî, mirov çi biçîne, wê wî bidirû.
Yê ku li nefsa xwe biçîne, wê ji nefsê rizîbûnê bidirû. Lê yê ku li Ruh biçîne, wê ji Ruh jiyana herheyî bidirû.
Û em ji qencîkirinê newestin, çimkî eger em sist nebin, emê di demsala wê de bidirûn.
Nexwe heta ku fersenda me hebe, em ji hemûyan re, bi taybetî jî ji xwişk û birayên bawermend re qenciyê bikin.
Binêrin, ez bi destê xwe ji we re bi çi herfên mezin dinivîsim.
Yên ku zorê li we dikin ku hûn sinet bibin, ew kes in ku dixwazin xwe bi tiştên bedenê derxin pêş. Ew bi tenê weha dikin, da ku mirov di ber xaça Mesîh de tengahiyê nedin wan.
Her çiqas ew sinetbûyî ne jî, ew bi xwe Şerîetê pêk naynin, lê belê dixwazin ku hûn sinet bibin, da ku bi bedena we pesnê xwe bidin.
Lê ji min dûr be ku ez ji xaça Xudanê me Îsa Mesîh pê ve bi tiştekî din pesnê xwe bidim. Bi wê xaçê dinya ji bo min hatiye xaçkirin û ez jî ji bo dinyayê.
Çimkî ne sinetbûn, ne jî sinetnebûn, bi tenê afirandina nû tiştek e.
Aştî û rehm li ser hemûyên ku li gor vê qeydeyî rêve herin û li ser Îsraêlê Xwedê be.
Bila ji niha û pê ve tu kes zehmet nede min, çimkî cih-birînên Îsa li ser bedena min in.
Birano, kerema Xudanê me Îsa Mesîh bi ruhê we re be. Amîn.
Ji Pawlosê ku bi daxwaza Xwedê Şandiyê Mesîh Îsa ye, ji pîrozên li Efesê yên ku bi saya Mesîh Îsa dilsoz in re:
Ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, kerem û aştî li ser we be.
Xweda û Bavê Xudanê me Îsa Mesîh pîroz be. Wî em bi saya Mesîh, bi her bereketa ruhanî ya li cihên ezmanî pîroz kirine.
Wî em ji beriya damezrandina dinyayê bi Mesîh bijartin, da ku em li ber wî di hezkirinê de pîroz û bêleke bin.
Li gor kêf û daxwaza xwe, wî em ji pêşî ve kifş kirin, da ku em bi saya Îsa Mesîh jê re bibin zarok.
Wisa ku kerema wî ya bi rûmet a ku wî bi Hezkiriyê xwe ji me re kiriye xelat, bê pesindan.
Bi saya wî em bi berdêla xwîna wî rizgar bûne, me lêbihûrtina neheqiyên xwe standiye. Ev li gor dewlemendiya kerema wî ye
ya ku wî bi her şehrezayî û fêmdariyê bi zêdehî daye me.
Wî sira daxwaza xwe ya ku li gor dilê xwe bi Mesîh saz kiribû, bi me da zanîn.
Yanî li gor vê plana ku gava wextê wê hat ewê pêk bîne, ewê hemû tiştan, hem yên li ezmanan, hem jî yên li ser erdê di bin destê Mesîh de bike yek.
Li gor mebesta Xwedayê ku her tiştî li gor biryar û daxwaza xwe saz dike, em ji berê ve hatin kifşkirin û bi Mesîh hatin bijartin,
da ku em ên ku me pêşî hêviya xwe bi Mesîh ve girêdaye, ji bo pesindana rûmeta wî bijîn.
Gava we peyva rastiyê, Mizgîniya xilasiya xwe bihîst û bawerî bi wî anî, hûn jî bi Ruhê Pîroz ê ku hatibû sozdan, di şexsê wî de hatin morkirin.
Ruh, heta dema rizgariya wan ên ku yên Xwedê ne, destberiya mîrasa me ye. Şikir ji rûmeta Xwedê re!
Ji bo vê yekê ji dema ku min baweriya we ya bi Xudan Îsa û hezkirina we ya ji bo hemû pîrozan bihîstiye ve,
ez we di duayên xwe de tînim bîra xwe û bê rawestin ji bo we şikir dikim,
da ku Xwedayê Xudanê me Îsa Mesîh, Bavê rûmetê, ruhê peyxam û şehrezayiyê bide we, ku hûn wî hê çêtir nas bikin;
çavên dilê we ronahî bibin, da ku hûn bizanin hêviya ku hûn ji bo wê hatine gazîkirin çi ye û dewlemendiya rûmeta mîrasa wî ji bo pîrozan çi ye
û mezinahiya hêza wî ya bêsînor a ku ji bo me yên ku bawer dikin, li gor qewet û karîna wî dixebite, çi ye.
Ev hêz, hêza wî ye, yê ku Mesîh ji nav miriyan rakir û li cihên ezmanî, li milê xwe yê rastê da rûniştin.
Xwedê, Mesîh ne tenê di vê dinyayê de, lê di dinya ku bê de jî derxist ser her serwerî, desthilatî, hêz û xudantiyê û derxist ser her navê ku tê bîranîn.
Û Xwedê «her tişt xist bin lingên wî» û ew bi serîtiya li ser her tiştî da Civînê.
Ev bedena wî ye, tijetiya wî ye, yê ku li her derê her tiştî tije dike.
Hûn jî ji ber neheqî û gunehên xwe mirî bûn.
Hingê hûn li gor çerxa vê dinyayê, li gor serokê hukumdariya hewayê, yanî li gor wî ruhê ku niha di nav mirovên neguhdar de dixebite, rêve çûn.
Demekê em jî, em hemû di nav wan de, me bi daxwaza fikir û bedena xwe kir, em li gor xwestekên nefsê rêve çûn. Ji xwe em jî wek ên din, zarokên xezebê bûn.
Lê Xwedayê ku bi rehmê dewlemend e, ji ber hezkirina xwe ya mezin a ku bi wê ji me hez kir,
hê ku em ji ber neheqiyên xwe mirî bûn jî, em bi Mesîh re vejandin. Hûn bi keremê xilas bûn.
Xwedê em di şexsê Mesîh Îsa de bi wî re rakirin û li cihên ezmanî bi wî re dan rûniştin.
Wî ev yek kir, da ku dewlemendiya kerema xwe ya bêsînor bi wê qenciya ku bi Mesîh Îsa ji bo me ye, di demên ku bên de nîşan bide.
Çimkî hûn bi riya baweriyê, bi keremê xilas bûn û ev ne ji we ye, diyariya Xwedê ye.
Ev ne ji kirinan e, da ku tu kes pesnê xwe nede.
Çimkî em berhema Xwedê ne û em bi Mesîh Îsa hatine afirandin, da ku em di van karên qenc ên ku Xwedê ji pêşî ve amade kirine de, rê ve herin.
Loma bînin bîra xwe – hûn ên ku li gor bedenê milet in – ku hûn demekê ji aliyê wan ên ku bi dest di bedenê de hatine sinetkirin û ji xwe re sinetbûyî dibêjin ve, «sinetnebûyî» dihatin gotin.
Di wê demê de hûn bê Mesîh bûn, hûn ji hemwelatiya gelê Îsraêl der û ji peymanên sozê re xerîb, li dinyayê bê hêvî û bê Xwedê bûn.
Lê niha hûn ên ku demekê dûr bûn, di yekîtiya Mesîh Îsa de, bi saya xwîna Mesîh nêzîk bûne.
Çimkî aştiya me ew e; wî herdu, Cihû û miletên din kirin yek û bi bedena xwe dîwarê navbirkê, yanî dijminahî hilweşand.
Wî Şerîet bi emir û qeydeyên wê ve betal kir, da ku di şexsê xwe de ji herduyan, ji Cihû û ji miletên din, mirovekî nû biafirîne û bi wî awayî aştiyê çêke
û bi xaçê herduyan di yek bedenê de bi Xwedê re li hev bîne û bi vê yekê dijminahiyê bikuje.
Îcar ew hat, Mizgîniya aştiyê hem ji we yên ku dûr bûn re û hem jî ji yên nêzîk re da.
Çimkî bi rêberiya wî em herdu dikarin bi yek Ruhî derkevin ber Bav.
Îcar êdî hûn ne xerîb û biyanî ne, lê belê hûn hemwelatiyên pîrozan û maliyên Xwedê ne.
Hûn li ser bingeha Şandî û pêxemberan avakirî ne û Mesîh Îsa bi xwe kevirê riknê bingehê ye.
Bi wî hemû avahî hevdû digire û ji bo ku bi Xudan bibe perestgeheke pîroz, mezin dibe.
Bi wî hûn jî bi hev re di Ruh de tên avakirin, da ku hûn bibin warê Xwedê.
Ji bo vê yekê ez Pawlos, ji bo we miletan di ber Mesîh Îsa de girtî me.
Bêguman we bihîstiye ku ev şahnetiya keremê ji aliyê Xwedê ve ji bo we ji min re hatiye dayîn.
Wek ku min berî niha jî bi kurtî nivîsîbû, ev sir bi peyxamê ji min re hat dayîn.
Gava ku hûn vê bixwînin, hûnê bikarin têbigihîjin ku ez sira Mesîh çawa fêm dikim.
Ev sir di nifş û qernên berê de ji mirovan re nehat dazanîn, wek ku niha ji Şandiyên wî yên pîroz û ji pêxemberên wî re bi Ruh hatiye eşkere kirin.
Sir ev e, ku miletên din bi saya Mizgîniyê hemwêris in, endamên eynî bedenê û hevparên soza Xwedê ne ya ku bi Mesîh Îsa ye.
Li gor diyariya kerema Xwedê ya ku bi xebata hêza wî ji min re hatiye dayîn, ez bûm xizmetkarê vê Mizgîniyê.
Bi ser ku ez di nav hemû pîrozan de yê herî kêm im jî, ev kerem ji min re hat dayîn, da ku ez Mizgîniya dewlemendiya Mesîh a ku nayê salixdan ji miletan re bidim
û plana bi sira ku ji demên bê destpêk ve li ba Xwedayê ku her tişt afirandiye veşartî bû, ji hemûyan re derxim ber ronahiyê, ku ew çi ye.
Wisa ku şehrezayiya Xwedê ya pirr alî, bi navgîniya Civînê, ji serwerî û desthilatiyên li cihên ezmanî re bê dazanîn.
Ev li gor mebesta Xwedê ya ji demên bêdestpêk ve bû, ku wî bi saya Xudanê me Mesîh Îsa pêk anî.
Di yekîtiya Mesîh de û bi baweriya bi wî, em dikarin bi cesaret û ewlehî derbasî ber Xwedê bibin.
Ji ber vê yekê, ez ji we hêvî dikim ku hûn, ji ber cefayên ku ez ji bo we dikişînim, dilsar nebin; ew ji bo we rûmet in.
Ji bo vê yekê, ez li ber Bavê ku
li erd û ezmanan her bavikî nav jê standiye, diçim ser çokan.
Bila ew li gor dewlemendiya rûmeta xwe, qewetê bide we ku hûn bi Ruhê wî, di mirovê hundir de xurt bibin,
da ku bi baweriyê Mesîh di dilê we de rûne û hûn di hezkirinê de ra bidin û hîmgirtî bin,
da ku hûn bikarin bi hemû pîrozan re firehî, dirêjahî, bilindahî û kûrahiya vê hezkirinê fêm bikin.
Bi vî awayî, hûn hezkirina Mesîh a ku gelek di ser zanînê re ye bizanin û bi hemû tijetiya Xwedê tije bibin.
Ji wî yê ku dikare li gor hêza xwe ya ku di hundirê me de dixebite, ji tiştê ku em dixwazin an jî em difikirin hê gelek zêdetir bike re,
di Civînê de û bi saya Mesîh Îsa heta hemû nifşan û her û her rûmet be. Amîn.
Îcar ez yê ku di ber Xudan de girtî me, ez ji we hêvî dikim ku hûn di jiyana xwe de bi awayê ku hêjayî gazîkirina we ye, rêve herin.
Di hezkirinê de bi hemû nefsbiçûkî û nermiyê bi bîhnfirehî hevdû ragirin.
Xîretkêşiyê bikin ku hûn yekîtiya Ruh bi hevgirêdana aştiyê biparêzin.
Wek ku Xwedê hûn gazî yek hêviyê kirine, beden yek e, Ruh yek e
Xudan yek e, bawerî yek e, imad yek e.
Xwedê yek e, bavê hemûyan e; ew di ser hemûyan re ye, bi hemûyan re ye û di nav hemûyan de ye.
Û li gor pîvana diyariya Mesîh ji her yekî ji me re kerem hat dayîn.
Loma dibêje: «Gava ku hilkişiya, derket jor, Hêsîr li pey xwe birin, Û diyarî dan mirovan.»
Ev «derket jor» tê mana çi? Dixwaze bêje ku pêşî ew daketibû derên erdê yên jêr.
Yê ku daketiye û ji bo ku her tiştî tije bike derketiye jor, di ser hemû ezmanan re eynî ew e.
Wî bi xwe diyarî da, ku hinek bibin Şandî, hinek pêxember, hinek mizgînvan, hinek jî şivan û mamoste,
da ku yên pîroz ji bo xebata xizmetkirinê bên rapêçan û bedena Mesîh bê avakirin
heta ku em hemû bigihîjin yekîtiya bawerî û naskirina Kurê Xwedê û bibin mirovê gihîştî, bigihîjin pîvana bejna Mesîh a temam û tije.
Da ku êdî em nebin zarokên ku bi pêlan vir ve û wê ve tên kişkişandin, li ber her bayê hîndariya mirovên xapînok diçin û bi qurnaziya hîlekariyên wan ji rê derdikevin.
Lê em bi hezkirinê rastiyê bêjin, di her tiştî de ber bi wî ve mezin bibin ku serî ew e, Mesîh e.
Bi wî hemû beden hevdû digire û bi alîkariya her movikê girêdayî ye; bi wî her endam li gor qeweta xwe dixebite û bi vî awayî beden mezin dibe û di hezkirinê de tê avakirin.
Loma ez vê dibêjim û bi navê Xudan li ser disekinim: Êdî wek miletên din ên ku di fikirîna xwe ya pûç de rêve diçin, hûn neçin.
Têgihîştina wan tarî ye; ew ji ber xeşîmî û hişkîtiya dilê xwe, ji jiyana Xwedê re biyanî ne.
Wan her pêhesîn winda kiriye û ji bo ku bi çavbirçîtî her pîsîtiyê bikin, xwe dane destê bêedebiyê.
Lê we Mesîh bi vî awayî nas nekir.
Bêguman we li ser wî bihîstiye û hûn li gor wî hatine hînkirin, wek ku rastî bi Îsa ye,
ku hûn mirovê kevin ê li gor jiyana we ya berê, ku bi xwestekên xapînok dirize, ji ser xwe bavêjin
û di ruh û hişê xwe de nû bibin
û mirovê nû li xwe bikin ê ku di rastdarî û pîroziya rastiyê de li gor Xwedê hatiye afirandin.
Loma derewan ji xwe dûr bixin û «her yek ji we bi cîranê xwe re rastiyê bipeyivin,» çimkî em endamên hev in.
«Hêrs bibin, lê guneh nekin;» bila roj li ser hêrsa we neçe ava.
Ne jî rê bidin Îblîs.
Yê ku dizî kiriye, divê êdî diziyê neke, lê bila bi destê xwe tiştê qenc bike û bixebite, da ku tiştekî wî hebe ku bide yê hewcedar.
Bila qet gotina xerab ji devê we dernekeve, lê belê ji bo perwerdekirinê çi qenc e – wek ku lazim e – wê bêjin, da ku ew ji guhdaran re keremdar be.
Ruhê Xwedê yê Pîroz ê ku hûn ji bo roja rizgariyê bi wî hatine morkirin, xemgîn nekin.
Bila bi her xerabiyê re her tehlî, hêrs, xezeb, qîrîn û buxtan ji we dûr kevin.
Li hember hev keremdar û dilovan bin û wek ku Xwedê bi Mesîh li we bihûrtiye, li hevdû bibihûrin.
Ji bo vê yekê, wek zarokên delal mîna Xwedê bikin.
Çawa ku Mesîh ji me hez kir û ji bo me xwe feda kir û xwe wek pêşkêş û goriyeke bîhnxweş pêşkêşî Xwedê kir, hûn jî wisa di hezkirinê de rêve herin.
Bi awayê ku li pîrozan tê, divê di nav we de, navê fuhûşiyê û her cûreyê nepakî an çavbirçîtiyê qet neyê gotin jî.
Û divê peyivîna bêedebî û bi ehmeqî, an henekên zir, yanî tiştên ku ne hêja ne, nebin, lê hê bêtir hûn şikirdar bin.
Vê yekê qenc bizanin ku di Padîşahiya Mesîh û Xwedê de mîrasa tu mirovê fuhûşker, nepak an jî mirovê çavbirçî yanî pûtperest, tune.
Bila tu kes we bi peyvên pûç nexapîne, çimkî xezeba Xwedê ji ber van tiştan tê ser kurên neguhdariyê.
Îcar hûn nebin hevparên wan.
Demekê hûn tarîtî bûn, lê niha hûn bi Xudan ronahî ne. Îcar wek zarokên ronahiyê rêve herin,
ji ber ku berê ronahiyê di her qencî, rastî û rastdariyê de ye.
Tiştê ku li xweşa Xudan diçe, kifş bikin.
Nebin hevparên karên tariyê yên bêber, lê hê bêtir wan tiştan eşkere bikin.
Çimkî tiştên ku ew bi dizî dikin, eyb e ku bên gotin jî.
Lê her tiştê ku dikeve ber ronahiyê, xuya dibe.
Çimkî her tiştê ku xuya dibe, ronahî ye. Loma tê gotin: «Ey yê ku radize, hişyar bibe! Ji nav miriyan rabe û Mesîh wê ji te re bibiriqe.»
Loma bala xwe bidinê ka hûn çawa rêve diçin, ne wek ên neşehreza, lê belê wek ên şehreza herin.
Îcar ji fersenda vê demê îstifade bikin, çimkî roj xerab in.
Loma ne bêaqil bin, lê belê fêm bikin ka daxwaza Xudan çi ye.
Û bi şerabê serxweş nebin, di wê de bêedebî heye; lê bi Ruh tije bibin.
Ji hev re Zebûr, lavije û stranên ruhanî bêjin, di dilê xwe de ji Xudan re stran û lavijeyan bistrînin.
Hergav ji bo her tiştî bi navê Xudanê me Îsa Mesîh ji Bav Xwedê re şikir bikin.
Bi tirsa Mesîh bi ya hev bikin.
Ey jinno! Wek ku hûn bi ya Xudan dikin, wisa bi ya mêrê xwe bikin.
Çimkî çawa Mesîh serê Civînê ye, mêr serê jinê ye û Mesîh bi xwe Xilaskarê Civînê, yanî bedenê ye.
Îcar çawa ku Civîn bi ya Mesîh dike, bila jin jî bi vî awayî di her tiştî de bi ya mêrê xwe bike.
Ey mêrno! Wek ku Mesîh ji Civînê hez kir û xwe di ber wê de feda kir, bila her kes ji jina xwe hez bike.
Wî xwe feda kir, da ku Civînê bi peyva xwe pîroz bike û bi şuştina avê paqij bike,
da ku Civînê bi rewneqiya wê ve pêşkêşî xwe bi xwe bike, ku tu leke an qermîçek an tiştekî wek van li ser wê nebe, lê belê ew pîroz û bêleke be.
Bi vî awayî her mêr jî deyndar e ku wek bedena xwe, ji jina xwe hez bike. Yê ku ji jina xwe hez dike, ji xwe hez dike.
Çimkî tu kesî, tu caran ji bedena xwe nefret nekiriye, lê ew bedena xwe xweyî dike û xema wê dixwe, wek ku Mesîh jî Civînê xweyî dike û xema wê dixwe.
Çimkî em endamên bedena wî ne.
«Loma mêr wê dê û bavê xwe berde, bi jina xwe re bibe yek û herdu jî wê bibin bedenek.»
Ev sir mezin e; lê ez vê li ser Mesîh û li ser Civînê dibêjim.
Loma bila her yek ji we jî wek ku ji xwe hez dike, ji jina xwe hez bike û bila jin siyaneta mêrê xwe bigire.
Zarokno, li gor Xudan li ber dê û bavê xwe serî deynin, çimkî ev rast e.
«Qedrê dê û bavê xwe bigire» – emrê pêşî yê bi sozê, ev e:
«Da ku qencî li te bibe û li ser erdê emrê te dirêj be.»
Bavno! Hûn jî hêrsa zarokên xwe ranekin, lê wan bi terbiye û şîreta Xudan perwerde bikin.
Xulamno, wek ku hûn li ber Mesîh serî datînin, bi tirs û lerizîn û ji dil û can li ber mîrzayên xwe yên li ser dinyayê serî deynin.
Vê yekê ne bi xizmeta ku li ber çav tê kirin ku li mirovan xweş bê, lê belê wek xizmetkarên Mesîh, daxwaza Xwedê ji dil û can bînin cih.
Ne wek ji mirovan re, lê wek ku ji Xudan re tê kirin ji dil û can xizmetê bikin.
Û hûn dizanin ku her kî çi qenciyê bike, wê bergîdanê ji Xudan bistîne, dixwazî bila xulam be, dixwazî bila azad be.
Hûn jî, mîrzano eynî tiştan ji wan re bikin û êdî dev ji gefxwarinê berdin, çimkî hûn dizanin ku Xudanê we û yê wan li ezmanan e û li ba wî xatirgirtin tune.
Bi kurtî, bi Xudan û bi qeweta karîna wî bi hêz bibin.
Ji bo ku hûn bikarin li hember hîleyên Îblîs rawestin, hemû çekên Xwedê li xwe bikin.
Çimkî cenga me ne li hember xwîn û goşt e, lê belê li hember serweriyan, li hember desthilatiyan, li hember hukumdarên gerdûnê yên vê taristaniyê, li hember ordiyên ruhî yên xerabiyê yên li cihên ezmanî ye.
Ji ber vê yekê hemû çekên Xwedê bistînin, da ku hûn bikarin di roja xerab de li ber xwe bidin û piştî ku we her tişt kir, li cihê xwe rawestin.
Îcar, pişta xwe bi rastiyê bipêçin û zirxê rastdariyê li xwe bikin
û lingên xwe ji bo Mizgîniya aştiyê bi amadebûnê pêlav bikin û li cihê xwe bisekinin.
Bi ser hemûyan de, mertalê baweriyê ku hûn pê bikarin hemû tîrên agirî yên Yê Xerab bitemirînin, bigirin destê xwe.
Û rahêjin kumzirxê xilasiyê û şûrê Ruh ê ku peyva Xwedê ye.
Bi her dua û lavakirinê, herdem bi Ruh dua bikin. Ji bo vê yekê hişyar bimînin û ji bo hemû pîrozan herdem bi berdewamî lava bikin.
Ji bo min jî dua bikin, da ku, gava ez devê xwe vekim, peyv ji min re bê dayîn û ez sira Mizgîniyê bi ziravî bidim zanîn.
Di ber wê de ez bi zincîran girêdayî qasidiyê dikim. Dua bikin, da ku ez bê tirs, wek ku pêwist e, wê bêjim.
Ji bo ku hûn jî bizanin ez çawa me û çi dikim, birayê hezkirî û di yekîtiya Xudan de xizmetkarê dilsoz Tixîkos wê her tiştî bi we bide zanîn.
Ez wî ji bo vê yekê dişînim ba we, da ku hûn tiştên li ser me bizanin û ew cesaretê bide dilê we.
Bila aştî û bi baweriyê hezkirin ji Bav Xwedê û Xudan Îsa Mesîh ji birayan re be.
Kerem li ser wan hemûyan be, yên ku bi hezkirina nemir ji Xudanê me Îsa Mesîh hez dikin.
Ji xulamên Mesîh Îsa, ji Pawlos û ji Tîmotêyos, ji hemû pîrozên Mesîh Îsa yên li Filîpyayê re û tevî wan ji çavdêr û alîkaran re:
Ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, kerem û aştî li ser we be.
Her cara ku ez we tînim bîra xwe, ez şikir ji Xwedayê xwe re dikim.
Hergav di hemû duakirina xwe de ez bi şahî ji bo we hemûyan daxwaz dikim.
Çimkî ji roja pêşî û heta niha hûn ji bo pêşveçûna Mizgîniyê bi min re hevpariyê dikin.
Ez piştrast im, yê ku di dilê we de dest bi karê qenc kiriye, wê heta Roja Mesîh Îsa wî bîne serî.
Ji bo min rast e ku ez li ser we hemûyan weha bifikirim, çimkî hûn di dilê min de ne. Hem di girtina min de û hem jî di parastin û rastderxistina min a Mizgîniyê de, hûn hemû bi min re hevparên keremê ne.
Xwedê şahidê min e ku çawa ez bi dilovaniya Mesîh Îsa bêriya we hemûyan dikim.
Dua min ev e ku hezkirina we bi zanîn û hemû têgihîştina di her tiştî de hê û hê zêdetir bibe,
da ku hûn ya herî qenc hilbijêrin û di Roja Mesîh de paqij û bêqusûr bin.
Wisa ku hûn, ji bo rûmet û pesnê Xwedê bi berê rastdariyê yê ku ji Îsa Mesîh tê, tije bibin.
Birano, ez dixwazim ku hûn bizanin, tiştên ku hatin serê min, hê bêtir ji pêşveçûna Mizgîniyê re bûn alîkar.
Wisa ku ji hemû berevanên qesrê û ji hemûyên din re jî eşkere bû ku ez di ber Mesîh de girtî me.
Gelek birayan ji girtina min ewlehî ji Xudan stand û ji bo ku bêtirs peyva Xwedê bêjin, hê bêtir bi zirav bûn.
Erê, hinek ji çavnebarî û hemberiyê Mizgîniya Mesîh didin bihîstin, lê hinek jî bi niyeteke qenc.
Evên ha ji hezkirinê Mizgîniyê didin, çimkî dizanin ku ez ji bo parastina Mizgîniyê di girtîgehê de me.
Lê yên din ne bi dilekî pak, lê ji hevrikiyê, Mesîh didin bihîstin. Ew guman dikin ku wê tengahiyên min di girtîgehê de zêde bikin.
Xem tune! Dixwazî bila bi hêcetan be, dixwazî jî bila ji dil be, bi her awayî Mesîh didin bihîstin û bi vê ez şa dibim. Erê, ezê bi vê şa bibim jî,
çimkî ez dizanim ku bi duayên we û bi alîkariya Ruhê Îsa Mesîh ev yek wê ji bo xilasiya min çêbe.
Hêvî û bendewariya min ev e ku ez di tu tiştî de neyêm şermkirin, lê bi cesareteke temam, eger bi mirina min an jî bi jiyana min be, wek hergav niha jî Mesîh wê bi bedena min bê bilindkirin.
Çimkî ji bo min jiyan Mesîh e û mirin jî qezenc e.
Lê eger jiyana di bedenê de ji bo xebata min ber bîne, hingê ez nizanim kîjanê bibijêrim.
Ez di navbera herduyan de ketime tengahiyê; ez dixwazim veqetim û bi Mesîh re bim, çimkî ev hê gelek çêtir e.
Lê mayîna min a di bedenê de ji bo we bêtir pêwist e.
Ez bi vê piştrast im û dizanim ku ezê bimînim û bi we hemûyan re bim, da ku hûn pêşve herin û di baweriyê de şa bibin.
Wisa ku, gava ez dîsa bêm ba we, hûn bi Mesîh Îsa hê bêtir bi min pesnê xwe bidin.
Lê bila jiyana we hêjayî Mizgîniya Mesîh be, da ku ez bêm we bibînim, an neyêm jî, ez bibihîzim ku hûn di ruhekî de hîmgirtî ne û bi dil û can bi hev re ji bo baweriya Mizgîniyê tekoşînê dikin
û di tu tiştî de ji wan ên ku li hember we radiwestin, natirsin. Ev yek ji bo wan nîşana helakbûnê ye, lê ji bo we, ya xilasiyê ye û ev jî ji Xwedê ye.
Çimkî di ber Mesîh de kerem li we hatiye kirin ku hûn ne tenê baweriyê bi wî bînin, lê belê di ber wî de cefayê jî bikişînin.
Îcar hûn jî di eynî tekoşînê de ne, wek ku we ez tê de dîtim û niha jî hûn li ser min dibihîzin.
Eger cesaretdaneke bi Mesîh, handaneke ji hezkirinê, hevpariyeke we bi Ruh, hezkirineke ji dil û dilovaniyek heye,
şahiya min temam bikin. Bila fikra we yek be, eynî hezkirina we hebe, fikra we û dilê we yek be.
Tu tiştî bi hevrikiyê an bi pesindana pûç nekin. Lê bila bi nefsbiçûkî her yek ji we yên din di ser xwe re bigire.
Bila her yek ji we ne tenê li karê xwe, lê belê li karê yên din jî binêre.
Bila ew fikirîn bi we re hebe, ku bi Mesîh Îsa re jî bû:
Bi ser ku ew di xasîtiya Xwedê de bû jî, Wî wekheviya bi Xwedê re xenîmetek hesab nekir.
Lê belê wî mezinahiya xwe ji xwe xist, Xasîtiya xulam stand û bû mîna mirovan, Di şiklê mirovan de xuya bû.
Wî xwe nizim kir, îtaet kir û çû mirinê, Heta çû mirina li ser xaçê.
Ji bo vê yekê Xwedê ew gelek bilind kir Û navê di ser her navî re da wî.
Da ku bi navê Îsa, Hemû yên li ezmên, li erdê û di bin erdê de, Herin ser çokan
Û ji bo rûmeta Bav Xwedê, Her ziman eşkere bike û bêje ku Îsa Mesîh Xudan e.
Ji ber vê yekê, hezkirîno, çawa ku we hergav bi ya min kiribe, niha jî, ne tenê di dema ku ez li ba we me, lê belê hê bêtir di dema ku ez ne di nav we de me jî, bi ya min bikin; bi tirs û lerizînê xilasiya xwe pêk bînin.
Çimkî Xwedê ye yê ku di dilê we de dixebite, da ku hem daxwaz û hem jî kirina we li wî xweş bê.
Her tiştî bê pitepitkirin û bê devjenî bikin,
da ku hûn bêqusûr û pak bin. Di nav vî nifşê xwehr û jirêketî de ku hûn di nav wan de wek stêrên ezmên ronahiyê didin, zarokên Xwedê yên bêleke bin
û peyva jiyanê hişk bigirin. Wisa ku, di Roja Mesîh de ji min re bibe pesin, da ku ez badîhewa nebezîbim û min badîhewa keda xwe nedabe.
Lê belê, eger xwîna min li ser gorî û xizmeta baweriya we wek pêşkêşekê bê rijandin jî, ezê şa bim û ezê bi we hemûyan re şa bim.
Bi vî awayî hûn jî şa bin û bi min re şa bibin.
Îcar hêviya min ji Xudan Îsa heye ku ez di demeke nêzîk de Tîmotêyos bişînim ba we, da ku ez jî halê we bizanim û dilê min rihet bibe.
Çimkî tu kesê min ê ku mîna wî bi dil û can li ser we bifikire û ji bo hal û rewşa we xemê bixwe tune;
yên din hemû ne li tiştên Îsa Mesîh, lê li feyda xwe digerin.
Lê hûn dilsoziya wî ya ceribandî dizanin û hûn dizanin ku wek kurekî bi bav re, ew bi min re di xizmeta Mizgîniyê de dixebitî.
Îcar çaxê ez bibînim ka rewşa min wê çawa çêbe, ez hêvî dikim ku ezê zûka wî bişînim ba we.
Û ez li Xudan ewle me ku di demeke nêzîk de ez bi xwe jî, ezê bêm.
Lê min pêwist dît ku ez birayê xwe, hevalkar û hevalleşkerê xwe Êpafrodîtos ê ku we şandiye, da ku ew di hewcedariya min de bibe alîkar, bişînim ba we.
Çimkî wî bêriya we hemûyan dikir û ji ber ku we bihîstibû ku nexweş e, ew pirr xemgîn e.
Ew wisa nexweş bû ku gihîşt ber mirinê. Lê belê Xwedê li wî hat rehmê; ne tenê li wî, li min jî hat rehmê, da ku ji min re xemgînî li ser xemgîniyê çênebe.
Loma ez wî hê zûtir dişînim, da ku hûn dîsa bi dîtina wî şa bibin û xemgîniya min nemîne.
Îcar bi şahiyeke mezin wî bi navê Xudan qebûl bikin û siyaneta yên weha bigirin.
Çimkî ew ji bo karê Mesîh nêzîkî mirinê bû, ji bo xizmeta ku we nikaribû hûn ji bo min bikin, wî canê xwe xist talûkê.
Bi kurtî birano, bi saya Xudan şa bibin. Îcar nivîsîna eynî tiştan min aciz nake, lê ewlehiyê dide we.
Hay ji yên wek kûçikan, hay ji karkerên xerab û hay ji sineta seqet hebin.
Çimkî yên bi sineta rast em in, em bi Ruhê Xwedê diperizin, em bi saya Mesîh Îsa pesnê xwe didin û em li tiştên bedenê ewle nabin.
Eger wisa bûya, min bi xwe jî dikaribû ku ez li tiştên bedenê ewle bibim. Eger yekî din bifikire ku li tiştên bedenê ewle bibe, ez hê bêtir dikarim.
Ez roja heştan hatime sinetkirin, ji gelê Îsraêl, ji eşîra Binyamîn im, ez Îbraniyekî xas Îbranî me. Ez di kirina Şerîetê de Fêrisî û
wisa xîretkêş bûm ku min tengahî dida civînê. Li gor rastdariya Şerîetê, ez bêkêmahî me.
Lê belê her tiştê ku ji bo min qezenc bû, min di ber Mesîh de zirar hesab kir.
Hê zêdetir, ez ji bo feyda zanîna bilind a Xudanê xwe Mesîh Îsa, her tiştî zirar hesab dikim. Di ber wî de min dev ji her tiştî berdaye û ez wan wek zibil hesab dikim, da ku ez Mesîh qezenc bikim
û bi wî re bibim yek. Êdî rastdariya min ne ji kirina Şerîetê, lê ji baweriya ku bi Mesîh e, tê. Ev rastdarî ne ji min e, ji Xwedê ye û bingeha wê bawerî ye.
Ez dixwazim Mesîh û hêza vejîna wî bizanim û bibim hevparê cefayên wî û bi mirina wî bibim wek wî,
da ku ez bi riyekê bigihîjim rabûna ji nav miriyan.
Ji xwe hê ez negihîştime vê armancê an jî bêkêmahîtiyê, lê ez li pey vê yekê dibezim, da ku ez ya ku Mesîh Îsa ez ji bo wê bi dest xistime, bi dest bixim.
Birano, ez xwe hê gihîştî hesab nakim, lê ya ku ez dikim ev e: Ez tiştên çûyî ji bîr dikim û xwe dirêjî yên pêş dikim.
Ez ji bo qezenckirina xelata ku Xwedê di gazîkirina xwe ya ezmanî de bi Mesîh Îsa pêşkêş dike, ber bi armancê ve dibezim.
Loma em hemû yên gihîştî wisa bifikirin û eger hûn li ser tiştekî bi awayekî din bifikirin, Xwedê wê vê jî ji we re kifş bike.
Bi tenê, em li gor tiştê ku em gihîştinê pêşve herin.
Birano, bibin wek min û qenc li wan binêrin, yên ku di jiyana xwe de wek ku em ji we re bûne mînak, rêve diçin.
Çimkî wek ku min berê jî gelek caran ji we re gotiye û niha jî ez bi girîn dibêjim, gelek hene ku di jiyana xwe de dijminên xaça Mesîh in.
Dawiya van helakbûn e, xwedayê wan zikê wan e û rûmeta wan şermezariya wan e. Ew tiştên vê dinyayê difikirin.
Lê heçî em in, welatê me li ezmanan e û ji wir jî em li hêviya Xilaskar, Xudan Îsa Mesîh disekinin.
Ewê bi wê qeweta xwe ya ku dikare her tiştî bindest bike, bedena me ya reben biguhere û bike wek bedena xwe ya bi rûmet.
Îcar xwişk û birayên min ên hezkirî yên ku ez bêriya wan dikim, hûn şahiya min û taca serê min in, bi vî awayî bi saya Xudan qayîm bimînin.
Ez ji Eyodiyayê hêvî dikim û ji Sintîxayê hêvî dikim ku di yekîtiya Xudan de bibin hemfikir.
Erê, ez ji te jî dixwazim, ey hevalê min ê dilsoz, ji wan jinan re bibe alîkar; çimkî ew bi Klêmens û hevalkarên min ên din re ku navê wan di Kitêba Jiyanê de ye, di karê Mizgîniyê de bi min re gelek zehmet kişandine.
Hergav bi Xudan şa bibin; ez careke din dibêjim, şa bibin!
Bila berbiwêriya we ji hemû mirovan re eşkere be. Xudan nêzîk e.
Ji bo tu tiştî xeman nexwin. Lê belê di her tiştî de bila daxwazên we bi dua û lavan û bi şikirkirinê ji Xwedê re bên gotin.
Û aştiya Xwedê ya ku di ser her têgihîştinê re ye, wê dilê we û hişê we bi Mesîh Îsa biparêze.
Bi kurtî birano, çi tiştê rast hebe, çi tiştê rêzdar hebe, çi tiştê dadperwer, çi tiştê paqij hebe, çi tiştê delal hebe, çi tiştê bi rûmet hebe û eger tiştekî hêjabilind û tiştekî hêjayî pesindanê hebe, hûn li ser wan bifikirin.
Wan tiştên ku hûn ji min hîn bûne, we ji min standine, we ji min bihîstine û we di jiyana min de dîtine, bikin û Xwedayê aştiyê wê bi we re be.
Ez bi saya Xudan gelek dilşa bûm ku we piştî evqas dem ji nû ve xema min xwar. Bi rastî, hûn li ser vê yekê difikirîn, lê we fersend nedidît.
Gotina min ne li ser hewcedariyê ye, çimkî ez hîn bûme ku ez qîma xwe bi halê xwe bînim.
Ez hem bi zehfheyînê û hem bi neyînê dizanim. Dixwazî bila ez têr bim, dixwazî bila ez birçî bim, dixwazî bila ez di firehiyê de bim, dixwazî bila ez di hewcedariyê de bim, ez di her rewşê û di her tiştî de sira vê yekê hîn bûme.
Ez dikarim her tiştî bi destê wî yê ku hêzê dide min, bikim.
Lê we qenc kir ku hûn bûn hevparên tengahiya min.
Ey Filîpîno, hûn bi xwe jî dizanin ku di destpêka dayîna Mizgîniyê de, gava ku ez ji Mekedonyayê derketim, di mijara danûstandinê de, ji we pê ve tu civînê hevpariya min nekir.
Çimkî gava ku ez li Selanîkê jî bûm, we carek du caran tiştê ku hewcedariya min pê hebû, ji min re şand.
Ne ku ez li pey diyariyê me, lê ez dixwazim ku qezenca hesabê we zêde bibe, yanî diyariya we ber bide.
Min her tişt stand û ez di firehiyê de me. Min ew diyariyên ku we bi destê Êpafrodîtos şandibûn, girtin û tu kêmahiya min nema. Ew diyariya we pêşkêşiyeke bîhnxweş û goriyeke ku ji aliyê Xwedê ve hatiye qebûlkirin e û li wî xweş tê.
Û Xwedayê min, wê her hewcedariya we, bi Mesîh Îsa li gor dewlemendiya xwe ya bi rûmet bide we.
Rûmet her û her ji Bavê me Xwedê re be. Amîn.
Silavan li her pîrozê Mesîh Îsa bikin. Ew birayên ku bi min re ne, silavan li we dikin.
Hemû pîroz, bi taybetî jî yên ji mala Qeyser silavan li we dikin.
Kerema Xudan Îsa Mesîh bi ruhê we re be.
Ji Pawlosê ku bi daxwaza Xwedê, Şandiyê Mesîh Îsa ye û ji birayê me Tîmotêyos,
ji pîroz û ji birayên dilsoz ên ku bi Mesîh re ne û li Koloseyê ne: Ji Bavê me Xwedê, kerem û aştî li ser we be.
Gava ku em ji bo we dua dikin, em ji Xwedê, ji Bavê Xudanê xwe Îsa Mesîh re hergav şikir dikin.
Çimkî me li ser baweriya we ya bi Mesîh Îsa û hezkirina we ya ji bo hemû pîrozan bihîst.
Ev, ji hêviya ku li ezmanan hilanî ye tê. We ev hêvî berê di peyva rastiyê de, di Mizgîniya ku gihîştiye we de bihîst.
Ev Mizgînî wek ku di hemû dinyayê de ber dide û mezin dibe, ji roja ku we bihîstiye û kerema Xwedê bi hemû rastiya wê ve fêm kiriye û vir ve, di nav we de jî ber dide û mezin dibe.
Hûn vê ji xizmethevalê me yê hezkirî Êpafras hîn bûn. Ew ji bo we jî xizmetkarekî Mesîh ê dilsoz e.
Wî jî hezkirina we ya ji aliyê Ruh ve, ji me re got.
Ji ber vê yekê, ji roja ku me ev bihîstiye û vir ve, me dev ji duakirin û xwestina ji bo we bernedaye, da ku hûn bi hemû şehrezayî û têgihîştina ruhanî, daxwaza Xwedê tam bizanin
û bi awayekî ku hêjayî Xudan e rêve herin, hûn bi her awayî li wî xweş bên, di her karê qenc de ber bidin û di naskirina Xwedê de bigihîjin.
Wisa ku hûn li gor hemû hêza wî ya ku ji karîna wî ya bi rûmet tê, xurt bibin, her tiştî bi bîhnfirehî ragirin û bi şahî
ji Bav re şikir bikin. Wî têrêkirin daye me, ku em di ronahiyê de bibin hevparê mîrasa pîrozan.
Wî em ji desthilatiya tariyê rizgar kirin û em derbasî Padîşahiya Kurê xwe yê hezkirî kirin.
Rizgarî, yanî lêbihûrtina gunehên me bi wî ye.
Ew, sûretê Xwedayê ku nayê dîtin, Nixuriyê hemû afirînê ye.
Çimkî hemû tiştên li erdê û li ezmanan, Tiştên ku tên dîtin û nayên dîtin, Dixwazî bila text, dixwazî bila hukumdarî Dixwazî bila serwerî, dixwazî bila desthilatî be, Bi saya wî hatin afirandin; Her tişt bi saya wî û ji bo wî hat afirandin.
Ew bi xwe beriya her tiştî ye Û her tişt bi wî bi hev ve girêdayî ye.
Ew serê bedenê, yanî serê Civînê ye, Destpêk û nixuriyê ji nav miriyan e, Da ku di her tiştî de ew yê pêşî be.
Çimkî li Xwedê xweş hat ku Hemû tijetiya wî di şexsê wî de be,
Û bi wî her tiştî, Hem tiştên li ser erdê, Hem jî yên li ezmanan, Bi xwe re li hev bîne Û bi xwîna wî ya ku li ser xaçê rijayî aştiyê çêke.
Hûn jî demekê bi kirinên xwe yên xerab di fikrên xwe de ji Xwedê re xerîb û dijmin bûn.
Lê niha wî hûn bi mirina Mesîh a di bedenê de, bi xwe re li hev anîn, da ku we li ber xwe pîroz, bêleke û bêqusûr derxe.
Tenê hûn di baweriyê de hîmgirtî bin û veneleqin û ji hêviya Mizgîniya ku we bihîst nelebitin. Ev Mizgînî ji hemû afirînên li ser rûyê erdê re hatiye dayîn û ez Pawlos bûm xizmetkarê wê.
Ez niha bi cefayên ku ez ji bo we dikişînim, şa dibim û wan tengahiyên Mesîh ên ku mane, di bedena xwe de ji bo Bedena wî ya ku Civîn e, temam dikim.
Ez ji wê Civînê re bûm xizmetkar, li gor wî karê ku Xwedê ji bo we spartiye min, da ku ez peyva Xwedê,
yanî wê sira ku ji dem û nifşên berê ve hatiye veşartin, lê niha ji pîrozên wî re hatiye eşkerekirin, bi tevahî bêjim.
Xwedê xwest ku bi pîrozên xwe bide zanîn ku dewlemendiya rûmeta vê sirê di nav miletan de çiqas mezin e. Ev sir ew e ku Mesîh di dilê we de ye; ew hêviya gihîştina rûmetê ye.
Îcar em wî didin bihîstin, em şîretan li her kesî dikin û bi hemû şehrezayiyê her kesî hîn dikin, da ku em her kesî di yekîtiya Mesîh de gihîştî pêşkêş bikin.
Ji bo vê yekê ez li gor hemû hêza wî ya ku di hundirê min de dixebite, xeptûlept û tekoşînê dikim.
Ez dixwazim ku hûn bizanin ez çiqas ji bo we, ji bo yên ku li Lawdikyayê ne û ji bo hemûyên ku rû bi rû ez nedîtime tekoşînê dikim.
Ez dixwazim ku dilê wan bê handan û ew di hezkirinê de bibin yek, da ku bigihîjin dewlemendiya têgihîştina bêkêmahî û sira Xwedê ya ku Mesîh e, bizanin.
Di şexsê wî de hemû xezîneyên zanîn û şehrezayiyê veşartî ne.
Ez vê yekê dibêjim, da ku tu kes we bi peyvên devnermiyê nexapîne.
Çimkî her çiqas ez bi bedenê ne li ba we bim jî, dîsa bi ruh bi we re me û ez bi dîtina serûberî û baweriya we ya qayîm a bi Mesîh şa dibim.
Îcar we çawa Xudan Mesîh Îsa qebûl kiribe, wisa bi wî re girêdayî rêve herin.
Bi wî ve ra bidin û ava bibin; wek ku hûn hatine hînkirin, di baweriyê de qayîm bibin û bila şikirdariya we zêde bibe.
Hay ji xwe hebin, bila tu kes we bi felsefe û xapandina pûç li gor adetên mirovan dîl negire. Ew li gor hêzên ruhî yên vê dinyayê ne, ne li gor Mesîh in.
Çimkî hemû tijetiya Xwedêtiyê bi bedenî di Mesîh de ye.
Ew serê her serwerî û desthilatiyê ye û hûn bi wî temam bûne.
Hûn bi wî sinet bûn, ne bi sineta ku bi dest hatiye kirin, lê ji aliyê Mesîh ve hûn hatine sinetkirin û we bedena xwe ya gunehkar ji xwe kiriye.
Di imadê de hûn bi wî re hatin veşartin û di imadê de hûn bi wî re hatin rakirin jî, çimkî we baweriya xwe bi qeweta Xwedayê ku ew ji nav miriyan rakir, anî.
Û çaxê hûn hê di nav neheqiyan û di beden û dilê xwe yê sinetnebûyî de mirî bûn, Xwedê hûn bi Mesîh re vejandin û li hemû sûcên me bihûrt.
Seneda deynên me ya ku bi qeydeyan li hember me bû, xîş kir, li xaçê xist û ji holê rakir.
Bi vê yekê wî serwer û desthilatî bêçek kirin û li ser xaçê li hember wan bi serfirazî bi ser ket, bi eşkereyî wî ew raxistin ber çavan.
Loma bila tu kes di pirsa xwarin, an vexwarin, an cejn, an meha nû, an jî roja Şemiyê de, we dadbar neke.
Evên ha siya wan tiştên ku wê bên in, lê ya rast Mesîh e.
Nebe yekî ku ji nefsbiçûkiya qelp û perizîna milyaketan, ji dîtiniyên ku dîtine û ji quretiya pûç a aqilê xwe yê dinyayî hez dike, we ji xelata we bike.
Yên weha xwe bi Serî ve nagirin. Bi wî Seriyî tevahiya bedenê, bi movik û pêgirêkan girêdayî tê xweyîkirin û bi mezinbûna ji Xwedê, mezin dibe.
Madem hûn bi Mesîh re li hember hêzên ruhî yên vê dinyayê mirine, nexwe hûn çima weha dijîn wek ku hûn ên vê dinyayê ne û li gor rêz û tertîb dikin ên ku dibêjin:
«Vê negire, vê tam neke, dest nede vê!»
Evên ha hemû bi karanînê dirizin û diçin, ew li gor emir û hînkirina mirovan in.
Rast e, di dîndariya ji ber xwe çêkirî, di nefsbiçûkiya qelp û di eziyetkirina bedenê de ev wek şehrezayiyê tên dîtin, lê ji bo rawestandina xwestekên nefsê tu qîmeta wan tune.
Madem ku hûn bi Mesîh re hatine rakirin, li tiştên li jor bigerin. Li wê derê Mesîh li milê Xwedê yê rastê rûniştiye.
Ne tiştên li ser rûyê erdê, lê tiştên li jor bifikirin.
Çimkî hûn mirin û jiyana we bi Mesîh re li ba Xwedê hilanî ye.
Çaxê Mesîh ê ku jiyana we ye xuya bibe, hûn jî, hûnê hingê bi wî re di rûmetê de xuya bibin.
Loma xwestekên xwe yên dinyayî, fuhûşî, pîsîtî, şehwet, xwesteka xerab û çavbirçîtiya ku pûtperestî ye, bikujin.
Ji ber van, xezeba Xwedê tê ser wan ên ku bi ya wî nakin.
Demekê gava ku hûn di van tiştan de rêve diçûn, we jî dema xwe bi wan derbas dikir.
Lê niha hûn van hemûyan, xezebê, hêrsbûnê, xerabiyê, buxtanê û devpîsîtiyê ji xwe bikin.
Derewan li hev nekin, çimkî we mirovê kevin bi kirinên wî ve ji ser xwe avêtiye û
we mirovê nû yê ku ji bo zanîna temam li gor sûretê Afirandarê xwe tê nûkirin, li xwe kiriye.
Êdî Yewnanî û Cihû, sinetkirî û sinetnekirî, Îskît û hovên din, xulam û azad tune; lê belê Mesîh her tişt e û bi her kesî re ye.
Îcar wek bijartiyên Xwedê yên pîroz û hezkirî, hûn dilovanî, qencî, nefsbiçûkî, nermî û bîhnfirehiyê li xwe bikin.
Li hember hev bîhnfireh bin, eger gazina yekî ji yê din hebe, çawa ku Xudan li we bihûrtiye, hûn jî wisa li hevdû bibihûrin.
Îcar li ser van hemûyan hezkirina ku girêdana bêkêmahîtiyê ye li xwe bikin.
Bila aştiya Mesîh di dilê we de serwer be. Hûn wek endamên bedenekê ji bo vê aştiyê hatine gazîkirin û şikirdar bin.
Bila peyva Mesîh bi hemû dewlemendiya xwe ve, di dilê we de cih bigire. Bi hemû şehrezayiyê hevdû hîn bikin, şîretan li hev bikin; bi gotina Zebûran, lavije û stranên ruhanî, di dilê xwe de bi şikirdarî ji Xwedê re bistrînin.
Her tiştê ku hûn dikin, bi gotinê be an bi kirinê be, bi navê Xudan Îsa bikin û bi saya wî ji Bav Xwedê re şikir bikin.
Jinno, bi awayê ku hêjayî Xudan e, bi ya mêrê xwe bikin
Mêrno, bila her kes ji jina xwe hez bike û bi wê re ne hişk be.
Zarokno, di her tiştî de serî li ber dê û bavê xwe deynin, çimkî ev li Xudan xweş tê.
Bavno, zarokên xwe neêşînin, da ku cesareta wan neşkê.
Xulamno, di her tiştî de serî li ber mîrzayên xwe yên li ser dinyayê deynin. Vê jî, ne ji bo ku hûn li ber çavê mirovan xweş bên dîtin, lê belê bi hemû dilê xwe û bi tirsa Xudan bikin.
Hûn her çi bikin, wek ku hûn ne ji mirovan re, lê ji Xudan re dikin, bi dil û can bikin.
Hûn dizanin xelata ku mîras e, hûnê ji Xudan bistînin. Çimkî hûn ji Xudan Mesîh re xizmetê dikin.
Lê yê ku neheqiyê dike, ewê wê neheqiya ku kiriye bistîne û xatirgirtin tune.
Mîrzano, ji xulamên xwe re bi edalet û wekhevîparêz bin; hûn dizanin ku li ezmên mîrzayekî we jî heye.
Hergav xwe bidin duayê û bi şikirdariyê di duayê de hişyar bimînin.
Bi vê yekê re ji bo me jî dua bikin, da ku Xwedê ji bo peyvê deriyekî li ber me veke, ku em sira Mesîh a ku ez di ber wê de di girtîgehê de me, bêjin.
Û dua bikin, da ku wek ji min re pêwist e ku ez bêjim, ez vê sirê bi zelalî eşkere bikim.
Li hember yên ku ji baweriyê der in, bi şehrezayî rêve herin û ji fersenda vê demê îstifade bikin.
Bila peyva we, wek ku bi xwê hatiye terbiyekirin, herdem bi keremdarî be, wisa ku hûn bizanin ka divê çawa hûn bersîva her kesî bidin.
Birayê hezkirî Tixîkos ê ku xizmetkarekî dilsoz û di yekîtiya Xudan de xizmethevalê min e, wê her tiştê min ji we re bêje.
Ji bo ku hûn tiştên li ser me bizanin û ew hanê bide dilê we, ez wî dişînim ba we.
Ez bi wî re, birayê hezkirî û dilsoz ê ku yek ji we ye, Onîsîmos jî dişînim. Ewê li ser hemû tiştên vir ji we re bêjin.
Erîstarxosê ku bi min re girtî ye û xwarziyê Barnabas Marqos jî silavan li we dikin. We di derheqê Marqos de emir stand, eger ew bê ba we, wî qebûl bikin.
Yêşûyê ku jê re Yûstos dibêjin jî silavan li we dike. Ji wan ên ku ji bo Padîşahiya Xwedê hevalkarên min in, evên ha bi tenê ji nav Cihûyan in û ew ji min re bûn han.
Êpafrasê ku yek ji we ye û xulamê Mesîh Îsa ye, silavan li we dike. Ji bo ku hûn di her daxwaza Xwedê de bêkêmahî û tam bi piştrastî bisekinin, ew hergav bi xîretkêşî ji bo we dua dike.
Ez ji bo wî şahidiyê dikim ku hem ji bo we û hem ji bo yên li Lawdikya û Hiyerapolîsê gelek kedê dide.
Hekîmê hezkirî Lûqa û Dîmas silavan li we dikin.
Li birayên ku li Lawdikyayê ne, li Nîmfayê û civîna li mala wê silavan bikin.
Piştî ku ev name di nav we de hat xwendin, wisa bikin ku li civîna Lawdikyayê jî bê xwendin û nameya ku ji Lawdikyayê wê bidin we, hûn jî bixwînin.
Ji Arxîpos re bêjin: «Hay jê hebe da tu wê xizmeta ku te ji Xudan standiye, pêk bînî.»
Ez Pawlos, vê silavê bi destê xwe dinivîsim. Bînin bîra xwe ku ez girêdayî me. Kerem li ser we be.
Ji Pawlos, Sîlas û Tîmotêyos, ji civîna bawermendan a Selanîkiyan re, ku bi Bav Xwedê û bi Xudan Îsa Mesîh e: Kerem û aştî li ser we be.
Em hergav ji bo we hemûyan ji Xwedê re şikir dikin û di nav duayên xwe de bê rawestin we tînin bîra xwe.
Em li ber Bavê xwe Xwedê kirinên we yên ji baweriya we, keda we ya ji hezkirinê û ragirtina we ya ji hêviya ku bi Xudanê me Îsa Mesîh e, tînin bîra xwe.
Ya birayên ku hezkiriyên Xwedê ne, em dizanin ku wî hûn bijartin,
çimkî Mizgîniya me ne tenê bi peyvê, lê belê bi hêzê, bi Ruhê Pîroz û bi piştrastiyeke mezin gihîşt we. Hûn dizanin ku em ji bo we, di nav we de mirovên çawa bûn.
Û hûn bûn mirovên ku mîna me û mîna Xudan dikin; we di nav gelek tengahiyan de bi şahiya Ruhê Pîroz peyv qebûl kir.
Bi vî awayî hûn ji bo hemû bawermendên Mekedonya û Axayayê bûn mînak.
Çimkî peyva Xudan ji nav we derket û ne bi tenê di nav Mekedonya û Axayayê de belav bû, lê belê baweriya we ya bi Xwedê gihîşt her cihî, wisa ku êdî ne hewce ye ku em tiştekî ser ve zêde bikin.
Çimkî ew li ser me dibêjin, ka we çawa em qebûl kirine û çawa hûn ji pûtan li Xwedê vegeriyane, ku hûn xulamtiyê ji Xwedayê jîndar û rast re bikin
û li hêviya hatina Kurê wî ya ji ezmanan bin. Ev, ew Îsa ye, ku Xwedê ew ji nav miriyan rakiriye û ew e yê ku me ji xezeba ku tê xilas dike.
Birano, hûn bi xwe jî dizanin ku hatina me ya ba we ne badîhewa bû.
Lê bi ser ku me pêşî li Filîpyayê cefa kişand û em hatin riswakirin jî, dîsa me ji Xwedayê xwe cesaret stand ku em di nav gelek dijraberiyê de, Mizgîniya Xwedê ji we re bêjin.
Çimkî hêvîkirina me ne ji xeletiyê, ne ji nepakiyê û ne jî bi hîleyê ye.
Lê belê çawa ku em ji aliyê Xwedê ve hatin erêkirin ku ew Mizgîniyê bispêre me, em wisa dipeyivin. Em ne li gor dilê mirovan, lê li gor daxwaza wî Xwedayê ku dilê me diceribîne dipeyivin.
Wek ku hûn dizanin, me tu caran di gotinên xwe de zimanhilûtî nekiriye û ne jî em bi niyeta çavbirçîtiyê peyivîne. Xwedê şahidê me ye!
Ji ber ku em Şandiyên Mesîh bûn, me dikarî em giraniya xwe li ser we deynin. Lê em ji mirovan li rûmeta xwe negeriyan, ne ji we û ne jî ji yên din;
Lê belê wek ku dayikeke zaroşîr zarokên xwe xweyî dike, me xwe di nav we de nerm kir.
Em bi hezkirineke wisa bi we ve hatibûn girêdan ku êdî me dixwest em ne bi tenê Mizgîniya Xwedê bidin we, lê jiyana xwe jî bi we re leva bikin, çimkî hûn bûbûn hezkiriyên me.
Birano, ew ked û zehmetê me tê bîra we? Çaxê ku me Mizgîniya Xwedê ji we re dida, em şev û roj dixebitîn ku em ji kesek ji we re nebin bargiranî.
Hûn bi xwe şahid in û Xwedê jî şahid e, ku em bi we bawermendan re çawa bi awayekî paqij, rast û bêqusûr, rabûn û rûniştin.
Hûn qenc dizanin, çawa ku bav bi zarokên xwe re dide û distîne, me wisa bi her yekî ji we re da û stand.
Me hûn şidandin, em di ber dilê we de hatin û em li ser sekinîn, ku hûn hêjayî wî Xwedayê ku hûn gazî Padîşahî û rûmeta xwe kirine, rêve herin.
Û ji bo vê yekê jî em bê rawestin şikir ji Xwedê re dikin ku çaxê we ji me peyva Xwedê bihîst, we ew ne wek peyva mirovan, lê wek peyva Xwedê qebûl kir. Bi rastî jî wisa ye, ev jî di nav we, bawermendan de dixebite.
Çimkî birano, hûn jî ketin eynî rewşa wan civînên bawermendan ên Xwedê yên ku li Cihûstanê bi Mesîh Îsa ne, we jî eynî cefa ji destê miletê xwe kişand, wek ku wan ji destê Cihûyan kişand.
Wan hem Xudan Îsa, hem jî pêxember kuştin û tengahî dan me jî. Xwedê ji wan ne razî ye û ew dijraberên hemû mirovan in.
Ew ji me re dibin asteng, da ku em ji miletan re Mizgîniyê nedin, ku ew xilas bibin. Bi vî awayî ew hergav kasa gunehên xwe tije dikin û êdî heta dawiyê ew di bin xezebê de ne.
Lê birano, heçî em in, em ji bo demeke kurt ji we hatin veqetandin – ne ku dilê me, lê rûyê me ji hev dûr ket – û me bi daxwazeke mezin xîretkêşî kir ku em rûyê we bibînin.
Ji bo vê yekê me dixwest ku em bên ba we, ez Pawlos, min bi xwe jî çend caran xwest ku ez bêm, lê Îblîs ji me re bû asteng.
Ma di hatina Xudanê me Îsa de, li ber wî, hêviya me an şahiya me an taca me ya pesindanê çi ye? Erê, ma ne hûn in?
Çimkî, rûmet û şahiya me hûn in.
Ji bo vê yekê êdî me nikaribû em xwe bigirin. Me qîma xwe anî ku em li Atînayê bimînin tenê
û me Tîmotêyosê ku birayê me ye û di dayîna Mizgîniya Mesîh de hevalkarê Xwedê ye, şand ba we, da ku di baweriyê de we qayîm bike û cesaretê bide we,
da ku di van tengahiyan de tu kes veneleqe. Hûn bi xwe dizanin ku em ji bo vê yekê hatine hilbijartin.
Û çaxê em li ba we bûn, me ji pêşî ve ji we re gotibû ku emê tengahiyan bikişînin û wek ku hûn dizanin wisa jî çêbû.
Ji bo vê yekê, êdî min nikaribû ez xwe bigirim, min Tîmotêyos şand ku ez baweriya we bizanim. Nebe ku Yê Diceribîne hûn ceribandibin û keda me badîhewa çûbe.
Lê niha Tîmotêyos ji ba we vegeriya û Mizgîniya bawerî û hezkirina we da me. Wî got ku we hergav bi qencî em dianîn bîra xwe û wek ku em bêriya we dikin, hûn jî wisa bêriya me dikin.
Ji bo vê yekê birano, di nav hemû zehmet û tengahiyên me de, bi baweriya we, dilê me li ser we rihet bû.
Madem ku hûn bi Xudan nelebte ne, êdî em dijîn.
Ma ji bo hemû şahiya ku em ji bo we li ber Xwedayê xwe pê şa dibin, em dikarin ji bo we çi şikiriyê bidin Xwedê?
Em şev û roj bi dil û can dua dikin, da ku em rûyê we bibînin û kêmahiyên baweriya we temam bikin.
De bila Bavê me Xwedê bi xwe û Xudanê me Îsa berê riya me bide we.
Û ka çawa hezkirina me ji bo we zêde ye, bila Xudan hezkirina we ji bo hevdû û ji bo hemûyan mezin û zêde bike,
da ku dilê we xurt bike, ku çaxê Xudanê me Îsa bi hemû pîrozên xwe ve bê, hûn li ber Bavê me Xwedê di pîroziyê de bêkêmahî bin.
Ji vê pê ve birano, hûn ji me hîn bûn ku divê hûn çawa rêve herin, da ku hûn li Xwedê xweş bên, çawa ku hûn rê ve diçin jî. Em bi navê Xudan Îsa ji we hêvî dikin û we dişidînin ku hûn di vê yekê de hê bêtir pêşve herin.
Hûn dizanin ku me ji aliyê Xudan Îsa ve çi tembîh dane we.
Çimkî daxwaza Xwedê ev e: Ku hûn pîroz bibin, yanî hûn xwe ji fuhûşê bidin paş;
ne wek miletên ku Xwedê nas nakin di xwestekên şehwetê de, lê bila her yek ji we bizane ku di paqijî û şîrhelaliyê de li bedena xwe bibe xweyî.
Û di vê yekê de tu kes heqê birayê xwe nexwe û li hember wî sûc neke. Wek ku me pêşî ji we re got û tembîh li we kir, Xudan ji bo van hemû tiştan heyfê hiltîne.
Çimkî Xwedê ne ji bo pîsîtiyê, lê ji bo pîroziyê gazî me kirine.
Îcar yê ku vê yekê red dike, ew ne mirov red dike, lê ew wî Xwedayê ku Ruhê xwe yê Pîroz dide we, red dike.
Lê ji bo biraheziyê, hewcedariya we tune ku em ji we re binivîsin, çimkî hûn bi xwe ji aliyê Xwedê ve hatine hînkirin, ku hûn ji hevdû hez bikin.
Ji xwe hûn vê yekê ji bo hemû xwişk û birayên li seranserê Mekedonyayê ne, dikin. Lê xwişk û birano, em hêvî ji we dikin ku hûn di vê yekê de hê bêtir pêşve herin.
Bixebitin ku jiyana we bêpêjin be û wek ku me tembîh li we kir, hûn bi xebata xwe ve mijûl bibin û bi destên xwe bixebitin,
da ku hûn li hember yên ku li derve ne, bi awayekî serfiraz rêve herin û hewcedarê tiştekî nebin.
Xwişk û birano, em naxwazin ku hûn li ser yên razayî nezan bimînin, da ku hûn wek wan ên din ku hêviya wan tune xemgîn nebin.
Madem ku em bawer dikin Îsa mir û rabû, bi wî awayî jî Xwedê wê wan ên ku di baweriya Îsa de razane bi wî re bîne.
Em vê yekê bi peyva Xudan ji we re dibêjin: Em ên ku dijîn û heta hatina Xudan sax dimînin, em qet nakevin pêşiya yên razayî.
Çimkî Xudan bi xwe wê bi gazîkirineke fermanî, bi dengê serekmilyaket û bi lêxistina boriya Xwedê ji ezmên bê xwar û pêşî miriyên ku yên Mesîh in, wê rabin.
Piştre, em ên ku dijîn û sax mane, emê bi wan re di ewran de bên rahiştin, da ku di hewayê de em herin pêşiya Xudan û bi vî awayî emê her û her bi Xudan re bin.
Îcar bi van peyvan di ber dilê hev de werin.
Lê ji bo dem û wextan birano, ne hewce ye ku em tiştekî ji we re binivîsin.
Hûn bi xwe qenc dizanin, ka diz bi şev çawa tê, Roja Xudan wê wisa bê.
Gava xelk dibêjin: «Dinya aştî û ewledarî ye», hingê wek êşa jina bizaro, helak wê ji nişkê ve bê ser wan û qet nikarin birevin.
Lê hûn birano, hûn ne di tariyê de ne, ku ew roj wek dizan bi ser we de bigire.
Çimkî hûn hemû zarokên ronahiyê û zarokên rojê ne. Em ne ji şevê û ne jî ji tariyê ne.
Nexwe em wek ên din ranezin, lê em hişyar û li ser hişê xwe bin.
Çimkî ew ên ku radizin, bi şev radizin û ew ên ku serxweş dibin, bi şev serxweş dibin.
Lê ji ber ku em ji rojê ne, divê em li ser hişê xwe bin û zirxê bawerî û hezkirinê wergirin û kumzirxê hêviya xilasiyê bidin serê xwe.
Çimkî Xwedê em ne ji bo xezebê nîşan kirine, lê em nîşan kirine, da ku em bi Xudanê me Îsa Mesîh bigihîjin xilasiyê.
Ew ji bo me mir, da ku, dixwazî em hişyar an jî razayî bin, em bi wî re bijîn.
Ji bo vê yekê, wek ku hûn niha dikin, di ber dilê hev de werin û hevdû ava bikin.
Îcar em hêvî ji we dikin birano, bizanin ew ên ku di nav we de dixebitin, di baweriya Xudan de serweriyê li we dikin û şîretan li we dikin, kî ne!
Ji bo xebata wan ji wan hez bikin û bi zêdehî siyaneta wan bigirin. Bi hev re di aştiyê de bin.
Birano, ji bo vê yekê em ji we hêvî dikin: Şîretan li yên ku jiyana wan bêserûber e bikin, hanê bidin bêziravan, ji yên lewaz re bibin piştevan, li hember hemû mirovan bîhnfireh bin.
Hay jê hebin, bila tu kes di şûna xerabiyê de xerabiyê li yekî neke, lê hergav bikevin pey qenciyê, hem ji bo hev, hem jî ji bo hemû mirovan.
Hergav şa bibin,
bê rawestin dua bikin,
di her tiştî de şikir bikin, çimkî daxwaza Xwedê, bi Mesîh Îsa ji bo we ev e.
Ruhê Pîroz netemirînin.
Pêxemberîtiyan kêm nebînin.
Her tiştî ji hev derxin, tiştê qenc hişk bigirin.
Xwe ji her cûreyê xerabiyê dûr bixin.
De bila Xwedayê aştiyê bi xwe we bi tevahî pîroz bike û hemû ruhê we, canê we û bedena we ji bo hatina Xudanê me Îsa Mesîh, bêqusûr bê parastin.
Ewê ku gazî we dike, dilsoz e û ewê bike jî.
Birano! Ji bo me jî dua bikin.
Bi ramûsana pîroz silavan li hemû birayan bikin.
Ez li ber Xudan tembîh li we dikim ku ev name, li ber hemû birayan bê xwendin.
Kerema Xudanê me Îsa Mesîh li ser we be.
Ji Pawlos, Sîlas û Tîmotêyos, ji civîna bawermendan a Selanîkiyan re, ku bi Bavê me Xwedê û bi Xudan Îsa Mesîh e:
Ji Bav Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, kerem û aştî li ser we be.
Ya birano, em deyndar in, ku hergav ji bo we ji Xwedê re şikir bikin. Û ev yek li cih e jî, çimkî baweriya we gelek mezin dibe û hezkirina her yekî ji we ji bo hevdû zêde dibe.
Wisa ku em bi xwe jî di nav civînên Xwedê yên bawermendan de, ji bo semax û baweriya we ya li hember wan hemû cefa û tengahiyên ku hûn dikişînin, pesnê xwe bi we didin.
Ev yek nîşana dîwankirina Xwedê ya dadperwer e. Wisa ku hûn hêjayî Padîşahiya Xwedê bin, ku hûn di ber de tengahiyê dikişînin.
Çimkî, ev di çavê Xwedê de rast e ku tengahiyê bide wan ên ku tengahiyê didin we
û we bi me re rihet bike, hûn ên ku tengahiyê dikişînin. Ev wê weha be: Gava Xudan Îsa bi milyaketên xwe yên bihêz ve di pêta êgir de ji ezmên xuya bibe,
hingê ewê heyfê ji wan ên ku Xwedê nas nakin û ji wan ên ku bi ya Mizgîniya Xudanê me Îsa nakin, bistîne.
Ew mirov wê ji ba Xudan û ji rûmeta qeweta wî bên avêtin û cezayê helakbûna herheyî bikişînin.
Wê Rojê gava ew bê, ewê di nav pîrozên xwe de bê birûmetkirin û ji aliyê hemû bawermendan ve bi heyranî bê dîtin. Hûn jî, hûnê di nav wan de bin, çimkî we baweriya xwe bi şahidiya me anî.
Ji bo vê yekê em hergav ji bo we dua dikin, ku Xwedayê me we bike hêjayî vê gazîkirinê û bi hêza xwe her daxwaza we ya qenc û kirinên we yên ji baweriyê pêk bîne.
Wisa ku li gor kerema Xwedayê me û Xudan Îsa Mesîh, navê Xudanê me Îsa Mesîh bi we bê birûmetkirin û hûn bi wî bên birûmetkirin.
Îcar li ser hatina Xudanê me Îsa Mesîh û kombûna me ya li ba wî ye, em hêvî ji we dikin birano
ku hûn ne bi ruh, ne bi gotinê, ne jî bi nameyeke wek ku ji me be, bi gotinên wek, «Niha êdî Roja Xudan hatiye», di fikrên xwe de zû veneleqin û şaş nebin.
Bila tu kes bi tu awayî we nexapîne, çimkî heta ku pêşî ew vegerîna ji baweriyê çênebe û ew mirovê bêqanûniyê yê ku kurê helakê ye, eşkere nebe, ew roj nayê.
Ewê li hember her tiştê ku jê re xwedê tê gotin an tê perizîn rabe û xwe di ser her tiştî re bigire, heta ewê di Perestgeha Xwedê de rûne û bêje: «Ez Xwedê me.»
Ma nayê bîra we gava ku ez hê li ba we bûm, min ev tiştên ha ji we re digotin?
Hûn dizanin, ji bo ku ew mirov di wextê xwe de xuya bibe, niha tiştê ku dibe asteng çi ye.
Çimkî sira bêqanûniyê ji xwe dixebite, lê yê ku niha dibe asteng wê bibe asteng heta ku ew ji holê bê rakirin.
Û hingê yê bêqanûn wê xuya bibe, ku Xudan Îsa wê bi hilma devê xwe wî bikuje û wê bi şewqa hatina xwe wî helak bike.
Hatina yê bêqanûn wê li gor xebata Îblîs be, wê bi hemû hêz û bi nîşan û kerametên derewîn be
û ji bo yên ku helak bibin, wê bi hemû xapandina neheqiyê be; çimkî wan ji bo xilasbûna xwe hezkirina rastiyê qebûl nekir.
Û ji ber vê yekê Xwedê xapandineke xurt bi ser wan de dişîne ku baweriya xwe bi wê derewê bînin,
da ku ew hemû yên ku baweriya xwe bi rastiyê neanîne, lê kêfa wan ji neheqiyê re hatiye, bên dîwankirin.
Ey birayên ku ji aliyê Xudan ve tên hezkirin, em deyndar in ku hergav ji bo we ji Xwedê re şikir bikin. Çimkî Xwedê hê ji destpêkê ve hûn bijartin, da ku hûn bi pîrozkirina Ruh û bi baweriya rastiyê xilas bibin.
Wî bi Mizgîniya me hûn gazî vê rizgariyê kirin, da ku hûn bigihîjin rûmeta Xudanê me Îsa Mesîh.
Îcar, madem ku wisa ye birano, nelebte bin û wê hîndariya ku bi gotinên me an jî bi nameyên me hûn hîn bûne, hişk bigirin.
Bila Xudanê me Îsa Mesîh bi xwe û Bavê me Xwedê yê ku ji me hez kiriye û bi keremê hana herheyî û hêviya qenc daye me,
di ber dilê we de bê û we di hemû kirin û gotinên qenc de qayîm bike.
Ji vê pê ve xwişk û birano, ji bo me dua bikin, da ku peyva Xudan wek ku di nav we de çêbû, zû pêşve here û bi rûmet bibe.
Dua bikin, da ku em ji mirovên dijraber û xerab xilas bibin, çimkî hin hene ku baweriya wan tune.
Lê Xudan dilsoz e, ewê we qayîm bike û ji Yê Xerab biparêze.
Em bi saya Xudan ji we piştrast in ku çi tiştên me li we tembîh kirine, hûn dikin û hûnê bikin jî.
Îcar bila Xudan dilê we ber bi hezkirina Xwedê û sebira Mesîh ve bibe.
Îcar birano, em bi navê Xudanê xwe Îsa Mesîh emir li we dikin ku hûn xwe ji her birayê ku ne li gor wê hînkirina ku we ji me standiye, lê bi awayekî bêserûber dijî, dûr bixin.
Hûn bi xwe dizanin ku divê hûn bibin mîna me, çimkî em di nav we de bi awayekî bêserûber nejiyan.
Me nanê belaş ji tu kesî nexwar, lê em bi ked û zehmet şev û roj dixebitîn, da ku em ji kesekî ji we re nebin bargiranî.
Ne ji ber ku desthilatiya me tunebû, lê ji bo ku em ji we re bibin mînak, me ev kir, da ku hûn bibin mîna me.
Çimkî, gava ku em hê li ba we bûn, me di vê yekê de tembîh li we dikir: «Eger yek nexwaze bixebite, bila xwarinê jî nexwe.»
Niha em dibihîzin ku di nav we de hinek hene, bi awayekî bêserûber dijîn, tu xebatê nakin, bi ser de jî tevli karûberên yên din jî dibin.
Em bi navê Xudan Îsa Mesîh emir li yên weha dikin û wan dişidînin ku ew bêpêjin bixebitin û nanê xwe bixwin.
Lê hûn, xwişk û birano, ji qencîkirinê newestin.
Îcar, eger yek guhdariya gotinên me yên ku di vê nameyê de ne neke, wî nîşan bikin û hevaltiyê bi wî re nekin, da ku şermî bibe.
Wî wek dijmin nehesibînin, lê belê wek bira şîretan lê bikin.
Îcar bila Xudanê aştiyê bi xwe, hergav û bi her awayî aştiyê bide we. Xudan bi we hemûyan re be.
Ez Pawlos, vê silavê bi destê xwe dinivîsim. Ev nîşan di her nameya min de ye, ez weha dinivîsim.
Kerema Xudanê me Îsa Mesîh li ser we hemûyan be.
Ji Pawlosê ku li gor emrê Xilaskarê me Xwedê û Mesîh Îsa yê ku hêviya me ye, Şandiyê Mesîh Îsa ye,
ji Tîmotêyos re, yê ku di baweriyê de kurê min ê rast e: Ji Bav Xwedê û ji Xudanê me Mesîh Îsa rehm, kerem û aştî li ser te be.
Gava ez diçûm Mekedonyayê, min zor da te, ku tu li Efesê bimînî, da ku tu tembîhê bidî hinekan, ku hîndariyên dijber hîn nekin
û xwe nedin çîrok û navnameyên malbatî yên ku dawiya wan nayê. Ew ji pêkanîna karê Xwedê yê ku bi baweriyê ye zêdetir, dibin sedemê devjeniyan.
Lê armanca tembîhê ew hezkirin e ku ji dilekî paqij, wijdaneke qenc û ji baweriya bêdurûtî tê.
Hinek, ji van tiştan varî bûn û ketin pey gotinên pûç.
Ew dixwazin bibin mamosteyên Şerîetê, lê ew bi xwe nizanin ku çi dibêjin û ne jî wan tiştên ku didin pêş fêm dikin.
Em vê dizanin: Eger mirovek Şerîetê bi awayê rast bi kar bîne, Şerîet qenc e.
Em dizanin ku Şerîet ne ji bo yên rast tê dayîn, lê ji bo yên neheq û serhişkan, ji bo jixwedênetirs û gunehkaran, ji bo nepaqij û nepakan, ji bo dêkuj û bavkujan, ji bo mêrkuj û
fuhûşkaran, ji bo qûngê û dizên mirovan, ji bo derewkar û yên ku bi derew sond dixwin û ji bo her tiştê din ê ku li hember hîndariya saxlem radibe, tê dayîn.
Ev yek li gor Mizgîniya birûmet a Xwedayê pîroz a ku li min hatiye spartin, weha ye.
Ez ji Xudanê me Mesîh Îsa re şikir dikim ê ku hêz daye min, çimkî wî ez dilsoz hesab kirim û ez danîm ser vê xizmetê.
Bi ser ku min berê çêrî wî dikir, ez cefaker û kustax bûm, rehm li min hat kirin, çimkî min di bêbaweriyê de bi nezanî kir.
Kerema Xudanê me bi wê bawerî û hezkirina ku bi Mesîh Îsa ye li ser min zêde bû.
Ev peyv dilsoz e û bi her awayî hêjayî qebûlkirinê ye, ku dibêje: «Mesîh Îsa hatiye dinyayê, da ku gunehkaran xilas bike» û ji wan ê herî gunehkar ez im.
Îcar rehm li min hat kirin ku Mesîh Îsa, li ser gunehkarekî wek min xerab, sebra xwe ya herheyî nîşan bide, da ku ez bibim mînaka wan ên ku wê ji bo jiyana herheyî baweriya xwe bi wî bînin.
Îcar ji wî Padîşahê herheyî yê ku namire û li çavan xuya nabe, ji Xwedayê tenê re her û her hurmet û rûmet be! Amîn.
Ey kurê min Tîmotêyos, ez li gor wan pêxemberîtiyên ku ji pêşî ve li ser te hatibûn kirin, vê tembîhê dispêrim te, da ku tu bi wan tekoşîna qenc bikî
û baweriyê û wijdana qenc biparêzî. Hinekan guh nedan dengê wijdanê, di aliyê baweriyê de xewirîn û çûn.
Hîmenayos û Skender ji van in, min ew dan destê Îblîs, da ku ew hîn bibin çêrî Xwedê nekin.
Îcar berî her tiştî ez ji we dixwazim ku ji bo hemû mirovan lava, dua, mehder û spasî bê kirin,
wisa jî ji bo padîşahan û ji bo hemû serweran bikin, da ku em bi hemû tirsa Xwedê û bi rêz û edeb jiyaneke bêhengame û bê teq û req bijîn.
Li ber Xilaskarê me Xwedê ev qenc e û bi dilê wî ye;
ew dixwaze ku hemû mirov xilas bibin û bigihîjin zanîna rastiyê.
Çimkî tenê Xwedayek heye û di nav Xwedê û mirovan de jî bi tenê navberkarek heye, ew jî Mesîh Îsayê mirov e,
yê ku xwe ji bo hemûyan kir berdêl. Şahidiya ku di wextê xwe de hatiye dayîn ev e.
Û ez ji bo vê yekê peyvbêj û Şandî hatim kifşkirin – ez rast dibêjim, ez derewan nakim – ku ez ji miletan re bûme mamosteyê bawerî û rastiyê.
Loma ez dixwazim ku zilam li her derê destên xwe yên ji guneh bêrî hildin, bê hêrs û bê gotûbêj dua bikin.
Bi vî awayî jî bila jin bi wergirtina xwerû, bi şerm û bi edeb xwe bixemilînin, ne bi honandina porê xwe, bi zêr, an duran, an jî bi cilên biha,
lê bi kirinên qenc, wek li wan jinan tê, yên ku eşkere dikin ku ew di riya Xwedê de diçin.
Bila jin bêdeng û tam bi guhdanê hîn bibe.
Ez destûrê nadim jinê ku hîn bike, an jî serweriyê li mêran bike, lê bila bêdeng be.
Çimkî pêşî Adem hat afirandin û paşê Hawa.
Adem nehat xapandin, lê jin hat xapandin û sûc kir.
Lê eger bi edebê di bawerî, hezkirin û pîroziyê de bimîne, bi anîna zarokan wê xilas bibe.
Ev peyv dilsoz e: Eger yek ji dil çavdêriyê bixwaze, ew karekî qenc dixwaze.
Îcar divê çavdêr bêqusûr be, mêrê jinek tenê be, di hedê xwe de, sergiran, birêz, mêvanperwer û di hînkirinê de jêhatî be,
ne bindestê şerabê be, ne zordar be, lê berbiwêr be, ne şerûd be û ji peran hez neke.
Bila ew qenc xweyîtiyê li mala xwe bike, edeba zarokên wî tam be û peyva xwe bi wan bide kirin.
Çimkî eger yek nezane xweyîtiyê li mala xwe bike, ewê çawa xema civîna bawermendan a Xwedê bixwe?
Bila ew ne bawermendekî nû be, da ku qure nebe û wek Îblîs neyê dîwankirin.
Ji bilî vê, divê di nav yên li derve jî navê wî bi qencî derketibe, da ku lome li wî neyên kirin û ew nekeve xefika Îblîs.
Wisa jî bila alîkar birêz bin, ne peyvguhêr bin, xwe nedin vexwarina şerabê, li pey qezenca nerast nekevin,
bi wijdana paqij xwediyê sira baweriyê bin.
Û evên ha jî bila pêşî bên ceribandin; eger bêqusûr bin, hingê bila xizmetkariyê bikin.
Bi vî awayî bila jin jî birêz bin, ne buxtanker, lê di hedê xwe de bin û di her tiştî de dilsoz bin.
Bila alîkar, mêrê jinek tenê be, qenc xweyîtiyê li mala xwe û li zarokên xwe bike.
Çimkî yên ku xizmetkariya qenc dikin, ji xwe re cihekî qenc û di wê baweriyê de, ku bi Mesîh Îsa ye, cesareteke mezin qezenc dikin.
Ez van tiştan bi hêviya ku ezê zû bêm ba te ji te re dinivîsim,
da ku eger ez bi derengî bikevim jî, tu bizanî, divê çawa di mala Xwedê de bê rabûn û rûniştin. Ew, Civîna Xwedayê jîndar e û stûn û hîmê rastiyê ye.
Bêguman, sira jiyana xwedayî mezin e: Ew di bedenê de xuya bû, Ji aliyê Ruh ve rast hat derxistin, Ji aliyê milyaketan ve hat dîtin, Di nav miletan de hat danbihîstin. Di dinyayê de hat bawerkirin Û bi rûmet hat hilkişandin.
Ruh bi eşkereyî dibêje ku di demên paşê de, hinek wê ji baweriyê bikevin û guh bidin ruhên xapînok û hînkirinên cinan.
Ew hînkirin ji wan ên ku wijdana wan bi durûtiya derewkaran hatiye daxdan, derdikeve.
Ew nahêlin ku mirov bizewicin û dixwazin ku mirov xwe ji wan xwarinan dûr bixin, yên ku Xwedê afirandine, da ku ew ji aliyê bawermend û rastîzanan ve bi şikirdarî bên standin.
Her tiştê ku Xwedê afirandiye qenc e û eger bi şikirî bê qebûlkirin, ne hewce ye tu tişt bê redkirin,
çimkî ew bi peyva Xwedê û bi duayê, pîroz dibe.
Eger tu van tiştan raxî ber çavên birayan, tê bibî xizmetkarekî qenc ê Mesîh Îsa û tê bi wan peyvên baweriyê û bi hîndariya qenc a ku tu li pey çûyî, bêyî xweyîkirin.
Lê xwe ji çîrokên nepak û yên pîrejinan dûr bixe. Xwe di jiyana xwedayî de perwerde bike.
Çimkî îdmana bedenî bi kêrî hindik tiştî tê, lê jiyana xwedayî bi kêrî her tiştî tê; soza wê hem ji bo jiyana vê dinyayê û hem jî ji bo jiyana wê dinyayê heye.
Ev peyv dilsoz e û bi her awayî hêjayî qebûlkirinê ye.
Ji bo vê yekê em dixebitin û li ber xwe didin, çimkî me hêviya xwe bi Xwedayê jîndar ve girêdaye, ku Xilaskarê hemû mirovan e, bi taybetî yê bawermendan e.
Van tiştan tembîh bike û hîn bike.
Bila tu kes xortaniya te kêm nebîne, lê tu di peyivînê de, di rabûn û rûniştinê de, di hezkirinê de, di bawerî û dilpakiyê de ji bawermendan re bibe mînak.
Heta ku ez bêm, xwe bidê ku tu ji wan re nivîsarên pîroz bixwînî, şîretan li wan bikî û hîn bikî.
Çaxê rihspiyan destên xwe danîn ser te, diyariyeke ruhanî bi pêxemberîtiyê ji te re hat dayîn. Xemsariyê li wê neke!
Di van tiştan de xîretkêş be û xwe bide wan, da ku pêşveçûna te ji hemûyan re eşkere be.
Hay ji xwe û ji hînkirina xwe hebe. Di nav wan de berdewam bike, çimkî eger tu wisa bikî, tê hem xwe û hem jî guhdarên xwe xilas bikî.
Li zilamê pîr nehile, lê wek ku bav e, pê re bide û bistîne. Bi yên xort re wek birayan,
bi jinên pîr re wek diyên xwe û bi jinên ciwan re wek xwişkên xwe, bi hemû dilpakiyê bide û bistîne.
Qedrê wan jinebiyan bigire yên ku bi rastî jinebî ne.
Lê eger zarok, an neviyên jinebiyekê hebin, bila ew hîn bibin ku pêşî bi maliyên xwe re bi jiyana xwedayî bijîn û deynê dê û bavê xwe li wan vegerînin, çimkî ev yek bi dilê Xwedê ye.
Ya ku bi rastî jinebî ye û tenê maye, wê hêviya xwe bi Xwedê ve girêdaye û şev û roj bi lava û duakirinê berdewam dike.
Lê ya ku xwe dide kêfê, sax be jî mirî ye.
Van tiştan tembîh bike, da ku ew bêqusûr bin.
Lê eger yek li mirovên xwe, bi taybetî li maliyên xwe nenêre, wî bawerî înkar kiriye û ew ji bêbaweran jî xerabtir e.
Jinebiya ku emrê wê ne di bin şêst salan re be, mêrek tenê kiribe
û li ser wê bê gotin ku wê karên qenc kirine: Eger wê zarok mezin kiribin, eger mêvan qebûl kiribin, eger lingê pîrozan şuştibe, eger alîkariya tengezaran kiribe û li pey her karên qenc çûbe, bila navê wê di defterê de bê nivîsîn.
Lê jinebiyên ku hê ciwan in qebûl neke, çimkî gava ew bi xwestekên xwe ji ba Mesîh tên xirandin, ew dixwazin mêr bikin
û bi vî awayî ew dîwankirina xwe tînin, çimkî soza pêşî şikandine.
Ji vê pê ve ew hîn dibin, torîtorî mal bi mal digerin. Û ne tenê torîtorî digerin, lê dibin pirrbêj, pozê xwe dixin xebata yên din û tiştên ku nayên gotin dibêjin.
Ji bo vê yekê ez dixwazim ku ew jinebiyên ciwan mêr bikin, zarokan bînin û xweyîtiyê li malê bikin, da ku fersendê nedin neyarê baweriyê ku buxtanan bike.
Çimkî ji xwe hin ji rê derketin û li pey Îblîs çûn.
Eger jinebiyên jineke bawermend hebin, bila ew alîkariya wan bike û ji civînê re nebe bar, da ku civîn bikare alîkariya wan ên ku bi rastî jinebî mane bike.
Ew rihspiyên ku serweriya qenc dikin, bi taybetî ew ên ku di ber peyivîn û hînkirinê de zehmet dikişînin, bila du qat hêjayî siyanetê bên dîtin.
Çimkî Nivîsara Pîroz dibêje: «Devê gayê ku gêrê dike, girênede» û «Pale hêjayî heqê xwe ye».
Heta ku ne bi şahidiya dido an sisiyan be, sûcdariya li hember rihspiyekî qebûl neke.
Wan ên ku guneh dikin, li ber hemûyan dengê xwe li wan hilde, da ku tirsa yên din jî hebe.
Ez li ber Xwedê, li ber Mesîh Îsa û li ber milyaketên bijartî tembîh li te dikim ku tu van tiştan bê alîgirtin biparêzî û tu tiştî ji bo xatir nekî.
Destê xwe bi lez daneyne ser tu kesî, ne jî bibe hevparê gunehên hinekên din. Xwe paqij bigire.
Êdî tenê avê venexwe, lê ji bo zikê xwe û ji bo nexweşiyên xwe yên ku pirr caran tên, hinek şerab jî bixe nav.
Gunehên hin mirovan kifş in û ji berî wan diçin ber dîwanê, lê gunehên hinekan jî li pey wan tên.
Bi vî awayî kirinên qenc jî kifş in û ew ên ku ne kifş in jî nabe ku veşartî bimînin.
Hemû yên ku di bin nîrê xulamtiyê de ne, bila axayên xwe tam hêjayî hurmetê hesab bikin, da ku ji navê Xwedê û ji hîndariyê re peyvên xerab neyên gotin.
Ew ên ku axayên wan bawermend in, ji ber ku ew bira ne, bila wan kêm nebînin. Lê bila hê bêtir xizmetê bikin, çimkî yên ku ji vê xizmetkariyê feydê distînin, bawermend û hezkirî ne. Van tiştan hîn bike û şîret bike.
Eger yek tiştekî din hîn bike û qîma xwe bi gotinên Xudanê me Îsa Mesîh ên saxlem û bi hîndariya ku li gor jiyana xwedayî ye neyne,
ew qure ye û tiştekî nizane, lê ew nexweşê gengeşî û devjeniya peyvan e. Çavnebarî, pevçûn, buxtan, gumanên xerab
û devjeniyên bêrawestin ên wan mirovên ku hişê wan xera bûye û ji rastiyê bêpar bûne, ji van tiştan derdikevin. Ew guman dikin ku jiyana xwedayî riya qezencê ye.
Lê eger bi qinyatê be, jiyana xwedayî qezenceke mezin e.
Me tiştek neaniye dinyayê û em nikarin tiştekî ji dinyayê bibin jî.
Lê eger xwarin û wergirtina me hebe, em bi wan razî bin.
Lê ew ên ku dixwazin dewlemend bibin, dikevin ceribandinê, xefikê û pey gelek xwestekên bêhiş û ziyanker, yên ku mirov dixewirînin nav helakbûn û wêranbûnê.
Çimkî hezkirina peran çavkaniyeke her cûreyê xerabiyê ye. Hinekan dilê xwe birin vê yekê, ji baweriyê ketin û bi gelek êşan cefa dan xwe bi xwe.
Lê tu, ey mirovê Xwedê, ji van tiştan bireve û bikeve pey rastdariyê, jiyana xwedayî, bawerî, hezkirin, ragirtin û nermiyê.
Te li ber gelek şahidan şahidiya qenc da. Tekoşîna qenc a baweriyê bike û wê jiyana herheyî ya ku tu ji bo wê hatiyî gazîkirin bigire.
Li ber Xwedayê ku jiyanê dide hemû afirînan û li ber Mesîh Îsayê ku li ber Pontiyos Pîlatos şahidiya qenc da, ez tembîh li te dikim
ku tu vî emrî heta xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh bêleke û bêqusûr bigirî.
Xwedê wê di wextê xwe de wî bide xuyakirin. Ew Desthilatdarê yekta û Pîroz e, Padîşahê padîşahan û Xudanê xudanan e.
Ew bi tenê bêmirin e û di ronahiya ku tu kes nikare nêzîk bibe de rûdine. Û ji mirovan tu kesî ew nedîtiye û nikare bibîne. Hurmet û karîna herheyî ji wî re be! Amîn.
Tembîhê li dewlemendên vê dinyayê bike, ku bilind nefirin û hêviya xwe bi dewlemendiya bê ewlehî ve girênedin, lê bila hêviya xwe bi Xwedê ve girêdin, ku her tiştî bi zêdehî dide me, ku em pê şa bibin.
Bila ew qenciyê bikin, bi kirinên qenc dewlemend bin, merd û ji bo levakirinê amade bin.
Bi vî awayî ewê ji xwe re xezînekê bicivînin ku ji bo dema bê ji wan re bibe bingeheke saxlem, wisa ku ew jiyana rastîn bi dest bixin.
Ey Tîmotêyos! Tiştê ku li te hatiye spartin, biparêze. Xwe ji gotinên pûç û nepak û ji hevnegirtiniyên ku bi derew ji wan re «zanîn» tê gotin, bide paş.
Hinekan ev yek dan pêş û ji baweriyê ketin. Kerem li ser we be.
Ji Pawlosê ku bi daxwaza Xwedê li gor soza jiyana ku bi Mesîh Îsa ye, Şandiyê Mesîh Îsa ye,
ji kurê min ê delal Tîmotêyos re: Ji Bav Xwedê û ji Xudanê me Mesîh Îsa, rehm, kerem û aştî li ser te be.
Ez hergav şev û roj di duayên xwe de te tînim bîra xwe û ji Xwedayê ku ez ji bav û kalan ve bi wijdana paqij diperizimê re şikir dikim
Ez hêstirên çavên te tînim bîra xwe û ez bêriya te dikim, da ku dilê min tije şahî bibe.
Ez wê baweriya te ya ji dil tînim bîra xwe, ku pêşî di dilê dapîra te Loyîsê û diya te Evnîkê de bû û ez piştrast im ku di dilê te de ye jî.
Ji bo vê yekê ez tînim bîra te, ku tu agirê diyariya Xwedê gur bikî, ku bi destdanîna min a li ser te, ji te re hatiye dayîn.
Çimkî Xwedê ne ruhê tirsonekiyê, lê belê Ruhê karîn, hezkirin û xwegirtinê daye me.
Îcar şerm neke, ku tu ji bo Xudanê me şahidiyê bikî, ne jî ji min şerm bike, ez ê ku di ber wî de girtî me. Lê li gor hêza Xwedê, bi min re ji bo Mizgîniyê tengahiyê bikişîne.
Xwedê em xilas kirin, Û ji bo pîroziyê gazî me kir Ne ji ber kirinên me, Lê li gor mebest û kerema xwe. Ev kerem bi destê Mesîh Îsa, Ji beriya destpêka deman ve ji me re hat dayîn.
Lê niha ew bi xuyabûna Xilaskarê me Mesîh Îsa eşkere bû; wî mirin betal kir, Jiyan û nemirinî bi Mizgîniyê derxist ber ronahiyê.
Ez ji vê Mizgîniyê re peyvbêj, Şandî û mamoste hatime kifşkirin.
Û ji ber vê yekê jî ez vî cefayî dikişînim. Îcar ez şermî nabim, çimkî ez dizanim ku min bi kê baweriya xwe aniye û ez piştrast im, ew dikare tiştê ku spartiye min, heta wê rojê jî biparêze.
Wan peyvên saxlem ên ku te ji min bihîstine, bi bawerî û hezkirina ku bi Mesîh Îsa ye ji xwe re bike mînak.
Wan tiştên qenc ên ku li te hatine spartin, bi Ruhê Pîroz ê ku di dilê me de rûdine, biparêze.
Tu dizanî, hemû yên ku di herêma Asyayê de ne, dev ji min berdan; Fûgelos û Hêrmoxênîs jî ji wan in.
Bila Xudan rehma xwe li mala Onîsîforos bike, çimkî wî gelek caran dilê min rihet kir û ji girtîbûna min şerm nekir,
lê gava ku hat Romayê, bi xîretkêşî li min geriya û ez dîtim.
Xudan bike, ku di wê rojê de ew rehmê ji Xudan bibîne. Tu qenc dizanî ku li Efesê wî ji min re çiqas xizmet kir.
Îcar kurê min, tu bi wê kerema ku bi Mesîh Îsa ye, bi hêz bibe.
Û wan tiştên ku te li ber gelek şahidan ji min bihîstine, bispêre wan mirovên dilsoz ên ku wê bikarin hînî hinekên din bikin.
Wek leşkerekî qenc ê Mesîh Îsa bi min re tengahiyê bikişîne.
Yê ku leşkeriyê dike, tevli karên vê jiyanê nabe, da ku li wî yê ku ew gazî leşkeriyê kiriye, xweş bê.
Sporvanek jî heta li gor rêbazan nekeve hevbezînê, çelenga serfiraziyê nastîne.
Û cotkarê ku zehmet dikişîne, divê ew pêşî ji berê erdê par bistîne.
Li ser bifikire ku ez çi dibêjim, çimkî Xudan wê di her tiştî de fêmdariyê bide te.
Îsa Mesîh bîne bîra xwe, ku ji nav miriyan hat rakirin û ji dûndana Dawid e. Mizgîniya ku ez didim zanîn ev e.
Ji ber vê Mizgîniyê ez wek sûcdarekî hatime girêdan û tengahiyê dikişînim, lê belê peyva Xwedê ne girêdayî ye.
Loma ez ji bo xatirê bijartiyan her tiştî radigirim, da ku ew bi rûmeta herheyî bikevin wê xilasiya ku bi Mesîh Îsa ye.
Ev peyv dilsoz e: Eger em bi wî re mirine, Emê bi wî re bijîn jî.
Eger em ragirin, Emê bi wî re padîşahiyê jî bikin. Eger em wî înkar bikin, Ew jî wê me înkar bike.
Eger em dilsoz nemînin jî, Ewê dilsoz bimîne, Çimkî ew nikare xwe bi xwe înkar bike.
Van tiştan bîne bîra wan û wan li ber Xwedê hişyar bike, da ku li ser peyvan devjeniyê nekin. Feyda vê yekê tune, bi tenê guhdaran hildiweşîne.
Xîretkêşiyê bike ku tu xwe karkerekî bi dilê Xwedê û yekî ku neyê şermkirin pêşkêşî wî bikî; peyva rastiyê rast bi kar bîne.
Xwe ji peyivîna nepak û pûç dûr bixe, çimkî ew ên ku xwe dane vê yekê, wê di jiyana nepakiyê de hê pêşvetir herin
û peyvên wan, wê wek penceşêrê belav bibin. Hîmenayos û Filîtos jî ji wan in.
Ew ji rastiyê derketin û dibêjin, ku vejîn êdî çêbûye û baweriya hinekan serobino dikin.
Lê belê bingeha ku Xwedê danî, saxlem disekine û ev mor li ser e: «Xudan, yên xwe nas dike» û «Her kesê ku navê Xudan eşkere dike, bila ew xwe ji neheqiyê dûr bixe».
Di maleke mezin de ne bi tenê firaxên ji zêr û zîv hene, lê yên ji dar û ji herriyê jî hene; hinek ji bo karên birûmet û hinek jî ji bo karên bêrûmet in.
Îcar, eger yek xwe ji wan tiştan paqij bike, ewê bibe firaxeke ji bo karên birûmet, pîrozkirî û ji bo bikaranîna xwediyê xwe xweşkeys û ji bo hemû karên qenc amade.
Ji xwestekên xortaniyê bireve û bi wan ên ku ji dilekî paqij gazî Xudan dikin re li pey rastdarî, bawerî, hezkirin û aştiyê bibeze.
Tu xwe ji munaqeşeyên bêaqil û bêfêm dûr bixe, çimkî tu dizanî ku şer ji wan derdikeve.
Divê xulamê Xudan ji pevçûnê dûr be, lê belê li hember hemûyan nerm be, ji bo hînkirinê jêhatî û bîhnfireh be.
Divê ew bi nermî şîretan li yên dijraber bike, belkî Xwedê fersendê bide wan ku tobe bikin û rastiyê bizanin
û bi ser hişê xwe ve bên, wisa ku ji xefika Îblîsê ku ji bo daxwaza xwe ew girtine, xilas bibin.
Lê vê bizane ku di rojên dawîn de wextên dijwar wê bên.
Çimkî mirov wê bibin xwehez, perehez, pesinker, pozbilind, çêrker, neguhdarên dê û bavan, nankor, nepak,
bêdilovanî, bêrehm, buxtankar, çilek, har, neyarên qenciyê,
xayîn, rikdar, qure û wê ji Xwedê bêtir ji kêfê hez bikin.
Wê şiklê jiyana xwedayî nîşan bidin, lê wê hêza wê înkar bikin. Tu xwe ji yên weha dûr bixe.
Yên ku bi qurnazî dikevin nav malan û wan jinên gêjik ên ku bi guneh hatine barkirin û bi her cûreyê xwestekên xerab tên ajotin bindest dikin, ji van in.
Ew jinên gêjik hergav hîn dibin, lê tu caran nikarin bigihîjin zanîna rastiyê.
Çawa Yanîs û Yambrîs li ber Mûsa rabûn, wisa jî ev mirov li dijî rastiyê radiwestin. Fikrên van mirovên ha xera bûne û di baweriyê de hatine redkirin.
Lê ew gelekî pêşve naçin, çimkî bêfêmiya wan jî wê ji hemûyan re kifş bibe, çawa ya wan herduyan jî kifş bû.
Lê haya te ji hînkirina min, rabûn û rûniştina min, mebesta min, baweriya min, bîhnfirehî û hezkirina min, ragirtina min,
tengahî û cefayên min heye. Tu dizanî li Entakyayê, li Qonyayê, li Lîstrayê çi tişt hatin serê min. Min di çi cefayan de ragirt! Lê Xudan ez ji hemûyan rizgar kirim.
Erê, hemû yên ku dixwazin bi Mesîh Îsa re jiyana xwedayî bijîn, wê tengahiyê bikişînin.
Lê mirovên xerab û derewîn wê di xerabiyê de hê bêtir pêşve herin, wê bixapînin û bên xapandin.
Lê heçî tu yî, tu di nav wan tiştên ku tu hîn bûyî û te qenc bawerî bi wan aniye de bimîne. Çimkî tu dizanî tu ji kê û kê hîn bûyî.
Tu ji zaroktiya xwe ve bi Nivîsarên Pîroz dizanî û ew dikarin te şehreza bikin, da ku tu bi baweriya ku bi Mesîh Îsa ye xilas bibî.
Tevahiya Nivîsara Pîroz ji bîhna Xwedê ye û ji bo hînkirin, lêhilatin, rastkirin û ji bo perwerdekirina di riya rastdariyê de bi kêr tê,
da ku mirovê Xwedê, ji bo her karê qenc bêkêmahî û rapêçandî be.
Îcar ez li ber Xwedê û li ber Mesîh Îsayê ku wê dîwana mirî û zindiyan bike û ji bo xatirê hatina wî û Padîşahiya wî tembîh li te dikim:
Peyva Xwedê bide bihîstin, bi dem û bê dem li ser wê bisekine, bi hemû bîhnfirehî û hînkirinê hişyar bike, dengê xwe li wan hilde û cesaretê bide wan.
Çimkî wext wê bê ku nexwazin guhê xwe bidin hîndariya saxlem, lê ewê di cihê vê de li gor xwestekên xwe, ji xwe re gelek mamosteyan bicivînin, yên ku tiştên li guhên wan xweş bên hîn bikin.
Îcar ewê guhên xwe ji rastiyê bizivirînin û bikevin pey çîrokan.
Lê heçî tu yî, tu di her tiştî de li ser hişê xwe be, di tengahiyê de sebir bike, karê mizgînvaniyê bike, xizmeta xwe bibe serî.
Çimkî ji xwe ez dibim gorî û wextê çûyîna min hatiye.
Min tekoşîna qenc kir, min hevbezîna xwe qedand û min bawerî parast.
Û niha taca rastdariyê ji bo min amade ye, ku dadgerê dadperwer Xudan, wê rojê wê bide min û ne tenê min, lê wê bide wan hemûyan jî yên ku bêriya xuyabûna wî dikin.
Bilezîne ku tu bêyî ba min.
Çimkî Dîmas ji vê dinyayê hez kir û dev ji min berda, çû Selanîkê. Kireskîs çû Galatyayê, Tîtos jî çû Dalmetyayê.
Tenê Lûqa li ba min e. Marqos hilde û bi xwe re bîne, çimkî ew ji bo xizmetê bi kêrî min tê.
Min Tixîkos şand Efesê.
Gava ku tu bêyî, wî ebayê ku min li Troyayê li ba Karpos hiştiye, bi xwe re bîne, wisa jî nivîsarên lihevpêçayî, bi taybetî yên çermîn.
Skenderê sifirker gelek xerabî li min kir. Xudan wê li gor kirinên wî bide wî.
Tu jî hay ji wî hebe, çimkî ew gelek li hember gotina me rabû.
Di parastina min a pêşî de tu kesî pişta min negirt, hemûyan ez tenê hiştim. Bila ev yek ji wan re guneh neyê hesabkirin!
Lê Xudan li ba min rawesta û hêz da min, da ku bi saya min Mizgînî bi tevahî bê gotin û hemû milet bibihîzin. Îcar ez ji devê şêr rizgar bûm.
Xudan wê min ji her tiştê xerab rizgar bike û ji bo Padîşahiya xwe ya ezmanî xilas bike. Rûmet her û her ji wî re be. Amîn.
Silavan li Priskîla û Akîlas û herweha li mala Onîsîforos jî bike.
Erastos li Korîntê ma, Trofîmos jî min li Mîletosê nexweş hişt.
Bilezîne ku tu beriya zivistanê bêyî. Eybûlos, Pûdês, Lînos, Klawdiya û hemû bawermend silavan li te dikin.
Xudan bi ruhê te re be. Kerem li ser we be.
Ji Pawlosê xulamê Xwedê û Şandiyê Îsa Mesîh: Ji bo baweriya bijartiyên Xwedê û zanîna rastiya bi jiyana xwedayî ve girêdayî ye, ez hatime gazîkirin.
Ev ji hêviya jiyana herheyî tê. Xwedayê ku derewan nake, ji beriya destpêka deman ve jiyana herheyî soz da
û di wextê xwe de bi danezana peyva xwe eşkere kir. Li gor emrê Xilaskarê me Xwedê xizmeta belavkirina vê daxuyaniyê bi ewlehî ji min re hat dayîn.
Ji Tîtos re, ku di baweriya me ya hevpar de kurê min ê rast e: Kerem û aştî ji Bav Xwedê û ji Xilaskarê me Mesîh Îsa li ser te be.
Min ji bo vê yekê tu li Girîtê hiştî, da ku tu kêmahiyan sererast bikî û wek ku min ji te re gotiye tu di her bajarî de rihspiyan rakî.
Divê rihspî bêqusûr be, mêrê jinek tenê be, zarokên wî bawermend bin û navê wan bi bêedebî û bi neguhdarî derneketibe.
Çimkî çavdêrekî ku şahneyê Xwedê be, divê bêqusûr be, xwe dernexe pêş, zû hêrs nebe, ne bindestê şerabê be, ne zordar be, li pey qezenca ne rast nekeve;
lê divê mêvanperwer be, xêrxwaz be, sergiran be, dadperwer be, pak be, bikare nefsa xwe,
ji dil û can wek ku hatiye hînkirin, bi peyva dilsoz ve girêdayî be; da ku hem di hîndariya saxlem de perwerdekar be û hem jî bikare şaşiyên ên ku li hember derdikevin derew derxe.
Gelek mirovên serhişk, kelkelo û xapînok jî hene; bi taybetî yên ku ji nav Cihûyan hatin.
Divê devê wan bê girtin, çimkî ew ji bo qezenca xwe ya qirêjî tiştên ku divê neyên hînkirin, hîn dikin û malan bi tevahî xera dikin.
Yekî ji wan, pêxemberekî wan gotiye: «Girîtî hergav derewkar in, cenawirên xerab û tiralên xwera ne.»
Ev şahidî rast e. Ji ber vê yekê bi hişkî dengê xwe li wan hilde, da ku ew di baweriyê de saxlem bin.
Tu guhê xwe nede çîrokên Cihûyan û emrên wan ên ku rastiyê red dikin.
Ji paqijan re her tişt paqij e, lê ji nepakan û bêbaweran re tu tişt ne paqij e; hem hişê wan û hem jî wijdana wan nepak bûye.
Bi eşkereyî dibêjin ku ew Xwedê nas dikin, lê ew bi kirinên xwe wî înkar dikin. Ew lewitî ne, neguhdar in û ji bo her karê qenc bêkêr in.
Lê heçî tu yî, çi li hîndariya saxlem tê, tu wê bêje.
Ji zilamên pîr re bêje bila di hedê xwe de bin, giran û sergiran bin û di bawerî, hezkirin û bîhnfirehiyê de saxlem bin.
Bi vî awayî, ji jinên pîr re jî bêje ku bila ew di kirinên xwe de hurmetkar bin. Bila ne buxtanê bikin û ne jî bibin bindestê şerabê, bila ya qenc hîn bikin.
Bi vî awayî bila jinên ciwan terbiye bikin, ku ji mêrê xwe û zarokên xwe hez bikin,
sergiran bin, dilpak bin, mala xwe baş îdare bikin, qenc bin û bi ya mêrê xwe bikin, da ku çêrî peyva Xwedê neyê kirin.
Bi vî awayî, şîretan li xortan jî bike ku sergiran bin.
Di her tiştî de ji bo kirinên qenc bibe mînak. Di hînkirina xwe de durust û giran be,
bila tu kes nekare rexne li peyva te bigire, wisa ku yên li hember me ne, şermî bibin û tiştekî xerab ê ku li ser me bêjin tunebe.
Ji xulaman re bêje ku bi ya axayên xwe bikin û di her tiştî de li wan xweş bên û bersîva wan nedin.
Nedizin, dilsoziyeke tam û baş nîşan bidin, da ku di her tiştî de hînkirina Xilaskarê me Xwedê bê xemilandin.
Çimkî kerema Xwedê ya ku ji hemû mirovan re xilasiyê tîne, xuya bû
û me perwerde dike ku em nepakiyê û xwestekên dinyayê red bikin û rast, sergiran û bi tirsa Xwedê li vê dinyayê bijîn
û li benda hêviya pîroz û xuyabûna rûmeta Xwedayê mezin û Xilaskarê xwe Îsa Mesîh bimînin.
Wî xwe ji bo me feda kir, da ku me ji her neheqiyê rizgar bike û ji xwe re paqij bike û bike gelê ku ji bo kirinên qenc bi xîret e.
Bi hemû desthilatiyê van tiştan hîn bike, wan bişidîne û bala wan bikişîne ser sûcê wan. Bila tu kes te kêm nebîne.
Bîne bîra wan ku desthilatiya serok û hukûmetan qebûl bikin, bi ya wan bikin û ji bo her karê qenc amade bin.
Bila çêrî kesî nekin, şerûd nebin, nerm bin û ji hemû mirovan re berbiwêr bin.
Çimkî demekê em bi xwe jî bêfêm, neguhdar, xapiyayî, xulamên kêf û xwestekên cûr bi cûr bûn. Me jiyana xwe bi xerabî û çavnebariyê derbas dikir; her kesî ji me nefret dikir û cênika me jî ji hev diçû.
Lê çaxê ku qencî û hezkirina Xilaskarê me Xwedê xuya bû,
wî em, ne ji ber kirinên rast ên ku me kirine, lê li gor rehma xwe, em bi şuştina jinûveçêbûnê û bi nûkirina Ruhê Pîroz xilas kirin.
Xwedê, bi destê Xilaskarê me Îsa Mesîh, ew Ruh bi zêdehî bi ser me de rijand,
da ku bi kerema wî em rastdar derkevin û li gor wê hêviyê em bibin wêrisên jiyana herheyî.
Ev peyv dilsoz e. Ez dixwazim ku tu li ser van tiştan rawestî, da ku yên bawerî bi Xwedê tînin, girîngiyê bidin kirinên qenc. Ev tişt ji bo mirovan qenc û bi kêr in.
Lê tu xwe ji devjeniyên bêaqil, navnameyên malbatî, şer û pevçûnên li ser Şerîetê dûr bixe. Çimkî ev bêkêr û pûç in.
Piştî ku te carek du caran şîret kir, xwe ji mirovê cudaker dûr bixe.
Tu dizanî ku yekî weha ji rê derketiye, gunehkar e û wî bi xwe, xwe sûcdar derxistiye.
Gava ez Artemas an Tixîkos bişînim ba te, bilezîne, da ku tu bêyî Nîkopolîsê ba min. Çimkî min biryar da ku ez zivistanê li wir derbas bikim.
Xîret bike, Zênasê qanûnzan û Apolos bi rê bixe, hay jê hebe ku tu kêmahiya wan nebe.
Bila yên me jî hîn bibin ku xwe bidin kirinên qenc, da ku ji bo hewcedariyên pêwist bikarin bidin û bêber nemînin.
Hemû yên ku bi min re ne silavan li te dikin. Silavan li wan ên ku di baweriyê de ji me hez dikin, bike. Kerem li ser we hemûyan be.
Ji Pawlosê ku di ber Mesîh Îsa de girtî ye û birayê me Tîmotêyos, ji hevalkarê me yê hezkirî Filêmon re,
ji xwişka me Afiya, ji hevalleşkerê me Arxîpos û ji civîna li mala we re:
Ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, kerem û aştî li ser we be.
Gava ku ez te di duayên xwe de tînim bîra xwe, ez hergav ji Xwedayê xwe re şikir dikim.
Çimkî ez li ser hezkirina te ya ji bo hemû pîrozan û baweriya te ya bi Xudan Îsa dibihîzim.
Duaya min ew e ku ew hevpariya ruhanî ya ku ji baweriya te tê, bandûra xwe nîşan bide, da ku tu bi Mesîh hemû qenciyê bizanî.
Hezkirina te gelek şahî û han da min. Çimkî dilê pîrozan bi saya te rihetî dît, ey birayê min.
Ji bo vê yekê, bi ser ku pirr cesareta min bi Mesîh heye ku ez, ya lazim li te emir bikim jî,
ez dixwazim ji bo xatirê hezkirinê ji te hêvî bikim. Ez Pawlos, zilamekî navsere û niha jî di ber Mesîh Îsa de girtî,
ez ji bo kurê xwe Onîsîmos ji te hêvî dikim ku ez di dema girtîbûna xwe de jê re bûm bav.
Demekê ew ji bo te bêkêr bû, lê niha ew hem ji bo min û hem jî ji bo te bi kêr e.
Ez wî, yanî dilê xwe, ji te re bi şûn ve dişînim.
Min dixwest ku ez wî li ba xwe bihêlim, da ku ew di vê dema ku ez ji ber Mizgîniyê girêdayî me, di cihê te de ji min re xizmetê bike.
Lê min nexwest ku ez bê dilê te tiştekî bikim, da ku qenciya te bi dil be, ne ku ji mecbûrî be.
Belkî jî sedemê ku ew demekê ji te dûr ket ev bû, ku ew her û her bibe yê te.
Ji niha û pê ve, ew êdî ne wek xulamekî ye, lê ji xulamekî hêjatir, birayekî hezkirî ye; bi taybetî ji bo min, lê bêtir ji bo te, hem bi mirovî û hem jî di baweriya Xudan de.
Îcar, eger tu min hevparê xwe dihesibînî, wî wek min qebûl bike.
Eger wî di tiştekî de neheqî li te kiribe, an deyndar be, vê li ser hesabê min binivîse.
Ez Pawlos, ez vê bi destê xwe dinivîsim: Ezê li te vegerînim – ez ji te re nebêjim ku tu xwe bi xwe jî deyndarê min î.
Erê birayê min, bila ji bo Xudan ev feyda min ji te hebe: Ji bo xatirê Mesîh dilê min rihet bike.
Ji ber ku ez piştrast im, ku tê bi ya min bikî, ez ji te re dinivîsim û dizanim ku tê ji gotinên min zêdetir jî bikî.
Di vê navê de, ji bo min cihekî amade bike. Çimkî ez hêvî dikim ku ezê bi duayên we ji we re bêm bexişandin.
Êpafrasê ku bi min re di ber Mesîh Îsa de girtî ye silavan li te dike.
Hevalkarên min Marqos, Erîstarxos, Dîmas û Lûqa jî silavan li te dikin.
Kerema Xudan Îsa Mesîh bi ruhê we re be.
Di demên berê de Xwedê gelek caran û bi gelek awayan, bi rêberiya pêxemberan ji bav û kalan re gotiye.
Lê di van rojên dawîn de, ew bi Kurê xwe yê ku ew kiriye wêrisê her tiştî û bi destê wî erd û ezman çêkirine, ji me re peyivî.
Ew şewqa rûmeta Xwedê û xuyabûna rastîn a cewhera wî ye. Ew her tiştî bi peyva xwe ya hêzdar hildigire. Piştî ku wî paqijbûna gunehan pêkanî, ew li jorê, li milê Yê Mezin ê rastê rûnişt.
Navê ku wî mîras standiye ka çiqas di ser yê milyaketan re ye, ew jî ewqas ji wan bilindtir bû.
Çimkî ma Xwedê ji kîjan milyaketî re kengê gotiye: «Tu Kurê min î, Îro tu ji min re bûyî.» An jî: «Ezê ji wî re bibim Bav Û ewê ji min re bibe Kur.»
Îcar çaxê Xwedê yê nixurî anî dinyayê, weha got: «Bila hemû milyaketên Xwedê biperizin wî.»
Ji bo milyaketan jî Xwedê dibêje: «Ew milyaketên xwe dike ba Û xizmetkarên xwe dike pêta êgir.»
Lê ji bo Kur ew weha dibêje: «Ya Xwedê, textê te herheyî û heta hetayê ye. Gopalê padîşahiya te gopalê dadperweriyê ye.
Te ji rastiyê hez kir û ji neheqiyê nefret kir, Ji ber vê yekê Xwedê, Xwedayê te, Tu bi rûnê şahiyê ji hevalên te bêtir bilind kirî.»
Û li dereke din: «Ya Xudan, di destpêkê de Te bingeha erdê danî Û ezman jî karên destê te ne.
Ewê wêran bibin, lê tê bimînî, Ew hemû wê wek cilan kevin bibin.
Tê wan wek xiftan li hev bipêçî û Ewê wek cilan bên guhertin. Lê tu hergav eynî yî Û salên te xilas nabin.»
Lê Xwedê ji kîjan milyaketî re kengê gotiye: «Li milê min ê rastê rûne, Heta ku ez dijminên te Bikim pêgeha lingên te.»
Ma hemû milyaket ne ruhên xizmetkar in ku ji bo xizmeta wan ên ku wê xilasiyê mîras bistînin hatine şandin?
Ji ber vê yekê divê em hê zêdetir bala xwe bidin tiştên ku me bihîstine, da ku em averê nebin.
Çimkî eger peyva ku bi rêberiya milyaketan hatiye gotin qayîm bûbe û her sûc û neguhdariyê cezayê ku heq kiriye standibe,
eger em li ber vê xilasiya evqas mezin xemsar bin, emê çawa birevin û xilas bibin? Di destpêkê de Xudan ev xilasî da zanîn û ji aliyê yên ku ew bihîstine ve ji me re rast hat deranîn.
Xwedê jî ji vê re bi nîşanan, bi karên mezin û kerametên cûr bi cûr û bi diyariyên Ruhê Pîroz ên ku li gor daxwaza xwe belav kirine, şahidî kir.
Xwedê, wê dinya bê ya ku em li ser dipeyivin, bi milyaketan ve girê neda.
Lê yekî li derekê gotiye û şahidî kiriye: «Mirov çi ye ku tu bînî bîra xwe, An jî kurê mirov çi ye ku tu xema wî bixwî?
Te ew ji bo demekê ji milyaketan nizimtir kir, Te taca rûmet û siyanetê da serê wî.
Te her tişt xist bin lingên wî.» Îcar gava ku Xwedê her tişt xist bin lingên wî, tu tiştê ku nexist bin lingên wî nehişt. Lê niha em hê nabînin ku her tişt ketiye bin lingên wî.
Lê em Îsayê ku ji ber cefayê mirinê taca rûmet û siyanetê wergirtiye, dibînin. Ew ji bo demekê ji milyaketan hat nizimtir kirin, da ku bi kerema Xwedê ji bo her kesî mirinê tam bike.
Li ber Xwedayê ku her tişt ji bo wî ye û pê çêbûye baştir bû ku pêşengê xelasiyê bi cefayan bigihanda tekûziyê, da ku wî gelek kur bigihandana rûmetê.
Çimkî yê ku pîroz dike û yên ku tên pîrozkirin, hemû ji Yekî ne. Ji ber vê yekê Îsa şerm nake ku ji wan re bêje ‹bira›
û dibêje: «Ezê navê te ji birayên xwe re bêjim, Di nav civînê de ezê bi lavijeyan pesnê te bidim.»
û weha jî dibêje: «Ezê ewlehiya xwe bi wî bînim.» û weha jî: «Va me, ez û zarokên ku Xwedê dane min!»
Loma çawa ku zarok xwîn û goşt in, ew bi xwe jî wisa di eynî tiştan de bû hevpar; da ku ew wî yê ku xwediyê hêza mirinê ye, yanî Îblîs, bi mirinê betal bike
û wan ên ku di hemû jiyana xwe de bi tirsa mirinê bûne xulam, azad bike.
Çimkî, bêguman ew ne alîkariya milyaketan, lê belê alîkariya dûndana Birahîm dike.
Loma diviya di her tiştî de bibûya mîna birayên xwe, wisa ku ew li ber Xwedê Serokkahînekî dilovan û ewledar be, da ku gunehên gel bide bexişandin.
Ji ber ku ew bi cefakişandinê hat ceribandin, ew dikare bê hawara wan ên ku tên ceribandin.
Ji ber vê yekê, ey birayên pîroz û hevparên gazîkirina ezmanî, bala xwe bidin Îsayê ku Şandî û Serokkahînê şahidiya me ye.
Wek ku Mûsa ji tevahiya mala Xwedê re dilsoz bû, Îsa ji yê ku ew daniye ser kar re dilsoz e.
Ka çawa siyaneta yê ku xanî ava kiriye di ser ya xênî re ye, wisa jî Îsa ji Mûsa bêtir hêjayî rûmeta mezin hat dîtin.
Çimkî her xanî ji aliyê yekî ve tê avakirin, lê avakarê her tiştî Xwedê ye.
Rast e, Mûsa, ji bo şahidiya wan tiştan bike, ku wê piştre bihatana gotin, di tevahiya mala Xwedê de wek xizmetkarekî dilsoz bû.
Lê Mesîh bi Kurîtî li ser mala Xwedê dilsoz bû. Û eger em cesareta xwe û pesindana ku ji hêviya me tê hişk bigirin, mala wî em in.
Loma, wek ku Ruhê Pîroz dibêje: «Eger îro hûn dengê wî bibihîzin,
Dilê xwe hişk nekin, Wek wê roja ku bav û kalên we serî hildan Gava ku li çolê hatibûn ceribandin,
Li wir bav û kalên we ez ceribandim û sihêtî kirim Bi ser ku çil salan kirinên min dîtin.
Ji ber vê yekê ez ji wî nifşî xeyidîm. Û min got: ‹Ew hergav di dil de varî dibin.› Û wan riyên min nezanîn.
Wek ku min di hêrsa xwe de sond xwar: Ew tu caran nakevin rihetiya min.»
Birano, hay ji xwe hebin ku bi tu kesî ji we re dilekî xerab û bêbawer ê ku we ji Xwedayê jîndar bizivirîne, peyda nebe.
Lê belê heta roja ku jê re dibêjin «îro» heye, her roj hevdû bişidînin, da ku dilê tu kesî ji we bi xapandina guneh hişk nebe.
Çimkî em bûne hevparên Mesîh, lê bi tenê em ewlehiya xwe ya destpêkê heta dawiyê hişk bigirin.
Çawa ku hatiye gotin: «Eger îro hûn dengê wî bibihîzin Dilê xwe hişk nekin wek wê roja ku bav û kalên we serî hildan.»
Îcar ew kî bûn, ku bihîstin û serî hildan? Ma ne ew hemû bûn ên ku bi rêberiya Mûsa ji Misrê derketin?
Û Xwedê çil salan ji kê xeyidî? Ma ne ji wan ên ku guneh kirin û bedena wan li çolê ket?
Û ji neguhdaran pê ve, ma Xwedê ji bo kê sond xwar ku ew nekevin rihetiya wî?
Îcar em dibînin ku wan ji ber bêbaweriya xwe nekarîn bikevinê.
Ji bo vê yekê, madem ku soza ketina nav rihetiya wî hê heye, em bitirsin ku yek ji we ji wê bi paş ve mayî xuya nebe.
Çimkî, wek ku Mizgînî ji wan re hat dayîn, ji me re jî hat dayîn. Lê belê peyva ku bihîstin bi kêrî wan nehat, çimkî yên ku peyv bihîstibûn, bi baweriyê ve nekirin yek.
Lê em ên ku me bawer kirine, emê bikevin wê rihetiyê, çawa ku Xwedê gotiye: «Wek ku min di hêrsa xwe de sond xwar: Ew tu caran nakevin rihetiya min.» Lê karên wî ji damezrandina dinyayê ve xilas bûne.
Çimkî wî di derekê de li ser roja heftan weha gotiye: «Di roja heftan de Xwedê ji hemû kirinên xwe bîhna xwe veda.»
Û li vê derê dîsa dibêje: «Ew tu caran nakevin rihetiya min.»
Îcar yên ku berê Mizgînî bihîstibûn, ji ber ku bi ya wê nekirin, neketin rihetiyê. Lê belê ketina vê rihetiyê ji bo hinekan hê parastî ye.
Loma piştî demeke dirêj Xwedê bi devê Dawid dibêje «îro» û careke din rojekê destnîşan dike. Wek ku berî niha hatiye gotin: «Eger îro hûn dengê wî bibihîzin, Dilê xwe hişk nekin.»
Çimkî eger Yêşû rihetî dabûya wan, Xwedê piştre li ser rojeke din nedigot.
Nexwe, ji bo gelê Xwedê rihetiyeke roja Şemiyê dimîne.
Wek ku Xwedê ji kirinên xwe bîhna xwe veda, yê ku dikeve nav rihetiya Xwedê jî ji kirinên xwe bi xwe bîhna xwe vedide.
Loma ji bo ku tu kes bi eynî cûreyê neguhdariyê nekeve, em xîretkêşiyê bikin, da ku em bikevin wê rihetiyê.
Peyva Xwedê jîndar û bi bandûr e. Ji her şûrê dudev hê tûjtir e. Û heta can û ruh, hem jî movik û mejî ji hev veqetîne, lê diçe; dîwana niyet û ramanên dil dike.
Tu afirîn tune ku ji wî veşartî ye. Lê her tişt li ber çavê yê ku divê em hesab bidinê tazî û vekirî ye.
Loma, madem ku Serokkahînê me yê mezin ê ku di ezmanan re derbas bûye, Kurê Xwedê Îsa heye, em wê baweriya ku em eşkere dikin hişk bigirin.
Çimkî Serokkahînê me ne wisa ye ku di qelsiyên me de nekare hevpariya dilîniya me bike, lê guneh ne tê de bi her awayî wek me hatiye ceribandin.
Loma em bi cesaret nêzîkî textê keremê bibin, da ku rehm li me bibe û ji bo dema ku em hewcedarê alîkariyê bin, em keremê bibînin.
Her Serokkahîn ji nav mirovan tê bijartin û ji bo wan li ser tiştên ku li ber Xwedê tên kirin, tê danîn, da ku ji bo gunehan diyarî û goriyan pêşkêş bike.
Ew dikare bi nermî, bi nezan û bi averêbûyiyan re bide û bistîne, çimkî ew bi xwe jî bi qelsiyan hatiye rapêçan.
Ji ber vê yekê, wek ku ji bo gel dike, ew deyndar e ku ji bo xwe jî di ber gunehan de goriyan pêşkêş bike.
Tu kes ji xwe bi xwe nikare vê rûmetê bistîne, lê bi tenê ewê ku wek Harûn ji aliyê Xwedê ve tê gazîkirin, distîne.
Bi vî awayî Mesîh jî ji bo ku bibe Serokkahîn xwe bi xwe bilind nekir, lê belê Xwedê ew bilind kir û jê re got: «Tu Kurê min î, Îro tu ji min re bûyî.»
Çawa ku ew di dereke din de jî dibêje: «Li gor pergala Melkîsedek, Tu her û her kahîn î.»
Îsa di jiyana xwe ya li ser erdê de bi gazî û hawar, bi hêstirên çavan dua û lavan pêşkêşî wî kir, ku dikarî ew ji mirinê xilas bikira û ji ber xwedêtirsiya xwe hatibû bihîstin.
Bi ser ku Kur bû jî, ji cefayên ku kişandin hînî guhdanê bû.
Gava ku gihîşt bêkêmahîtiyê, ji hemûyên ku bi ya wî dikin re bû sedema xilasiya herheyî.
Ji aliyê Xwedê ve, li gor pergala Melkîsedek bi serokkahîntî hat navkirin.
Gelek tişt hene ku em li ser vê yekê bêjin; lê ji ber ku guhên we giran bûne, şîrovekirina wan zehmet e.
Diviya ku heta niha hûn bibûna mamoste, lê belê dîsa hewcedariya we heye ku yek dersên pêşî yên peyva Xwedê hînî we bike. Ne xwarina giran, lê belê hûn hê hewcedarê şîr in.
Îcar her kesê ku bi şîr tê xweyîkirin, di peyva rastdariyê de bêtecrûbe ye; çimkî zarok e.
Lê xwarina giran ji bo yên gihîştî ye. Têgihîştina wan bi karanînê hatiye perwerdekirin, da ku qencî û xerabiyê ji hev derxin.
Ji ber vê yekê em hîndariya pêşî ya li ser Mesîh bihêlin, ber bi bêkêmahîtiyê ve pêşve herin. Û em dîsa bingeha wan tiştan daneynin: Vegerîna ji karên mirî, baweriya bi Xwedê,
hîndariya imadkirinê, destdanînserî, vejîna miriyan û dîwana herheyî.
Xwedê destûrê bide, emê vê bikin.
Çimkî yên ku carekê hatine ronahîkirin, ji diyariya ezmanî tam kirine, ji Ruhê Pîroz par standine,
qenciya peyva Xwedê û hêzên dinya ku bê tam kirine
û bi ser wan de ji rê derketine, êdî ji bo wan çênabe ku dîsa ji bo tobekirinê bên nûkirin. Çimkî ew ji bo xwe Kurê Xwedê ji nû ve xaç dikin û bêsiyanet dikin.
Çimkî axa ku gelek caran baran li ser dibare û têr dibe û ji bo kê were çandin berên bi kêr dide, ji aliyê Xwedê ve tê bereketkirin.
Lê eger ew stirî û diriyan bide, bêkêr e û nêzîkî nifirê ye, dawiya wê şewitandin e.
Hezkirîno, her çiqas me weha gotibe jî, em piştrast in ku rewşa we ji wan tiştan çêtir e û li gor xilasiyê ye.
Çimkî Xwedê ne bê dadperwerî ye ku kirinên we, xizmeta ku we ji pîrozan re kiriye û hûn dikin û ew hezkirina ku we ji bo navê wî nîşan daye, ji bîr bike.
Em pirr dixwazin ku her yek ji we heta dawiyê eynî xîretkêşiyê nîşan bide, da ku hûn bigihîjin piştrastiya temam a hêviya xwe.
Wisa ku hûn nebin tiral, lê bibin mîna wan ên ku bi bawerî û bîhnfirehiyê bûn wêrisên sozên Xwedê.
Gava ku Xwedê soz da Birahîm, ji ber ku yekî mezintir nebû ku bi wî sond bixwe, wî bi xwe sond xwar
û got: «Bi rastî jî, ezê te bi zêdehî pîroz bikim Û ezê bi zêdehî te zêde bikim.»
Û bi vî awayî Birahîm sebir kir û gihîşt sozê.
Erê, mirov bi yekî ku ji wan mezintir e, sond dixwin; sond ji bo bawerîanînê dawiya her devjeniyê tîne.
Bi vî awayî, çaxê Xwedê xwest ku hê bêtir nîşanî wêrisên sozê bide ku armanca wî nayê guhertin, wî soz da û bi ser de jî sond xwar.
Wisa ku bi du tiştên ku nayên guhertin û çênabe ku Xwedê di wan de derewan bike, cesareteke me ya xurt hebe, da ku em vê hêviya ku li ber me hatiye danîn, bigirin.
Ev hêviya me wek lengerê can ê saxlem û ewledar e û derbasî aliyê perdê yê hundir dibe.
Îsa bi pêşîvanîtî ji bo me derbasî wê derê bûye. Ew li gor pergala Melkîsedek bûye Serokkahînê herheyî.
Çimkî ev Melkîsedek, «padîşahê Salêmê û kahînê Xwedayê Herî Berz bû. Gava ku Birahîm ji şikandina padîşahan vegeriya, hat pêşiya Birahîm û ew pîroz kir.»
Birahîm jî ji her tiştî dehyek da wî. Mana navê Melkîsedek pêşî: «Padîşahê Rastiyê», piştre jî: «Padîşahê Salêmê», yanî «Padîşahê Aştiyê» ye.
Ne bavê wî, ne diya wî û ne jî bav û bavkalkên wî hene. Ne destpêka rojên wî û ne jî dawiya jiyana wî heye. Wek Kurê Xwedê ew her û her kahîn dimîne.
Îcar binêrin ku ew çiqas mezin e! Bavkalê mezin Birahîm dehyeka xenîmetan daye wî.
Yên ku ji kurên Lêwî kahîntî standine bi ser ku ew ji dûndana Birahîm bûn jî, li gor Şerîetê emrê wan heye ku ji gel, yanî ji birayên xwe, dehyekê bistînin.
Lê ev mirovê ku ne ji dûndana wan e, dehyek ji Birahîm stand û wî ew ê ku soz jê re hatine dayîn pîroz kir.
Bêguman yê ku pîroz dike di ser yê ku tê pîrozkirin re ye.
Li vê derê mirovên ku dimirin dehyekê distînin, lê li wê derê yekî ku şahidî jê re tê kirin ku ew dijî, dehyekê distîne.
Em dikarin bêjin ku Lêwî bi xwe jî, yê ku dehyekê distîne, bi destê Birahîm dehyek daye.
Çimkî gava ku Melkîsedek hat pêşiya Birahîm, hê Lêwî di pişta bavkalê xwe Birahîm de bû.
Îcar, eger bi kahîntiya Lêwiyan bêkêmahîtî hebûya – çimkî gel di bin vê kahîntiyê de Şerîet standibû – êdî çi hewce bû, kahînekî din ne li gor pergala Harûn, lê li gor pergala Melkîsedek bihata?
Çimkî gava ku kahîntî bê guhertin, hingê divê Şerîet jî bê guhertin.
Û yê ku ev tişt li ser tên gotin, ji eşîreke din e. Ji vê eşîrê tu kesî li gorîgehê xizmet nekiriye.
Îcar eşkere ye ku Xudanê me ji eşîra Cihûda hatiye û li ser kahîntiya vê eşîrê Mûsa tiştek negotiye.
Û bi hatina kahînekî din ê ku mîna Melkîsedek e, êdî ya ku em dibêjin hê bêtir eşkere ye.
Ew ne li gor emrên malbavkî yên Şerîetê, lê belê li gor hêza jiyana herheyî bûye kahîn.
Çimkî weha şahidî tê kirin ku: «Li gor pergala Melkîsedek, Tu her û her kahîn î.»
Îcar emrê pêşî ji ber qelsî û bêkêriya xwe betal bû.
Çimkî Şerîetê tu tişt negihand bêkêmahîtiyê. Lê di şûna wê de hêviyeke hê çêtir hatiye anîn, ku bi wê em nêzîkî Xwedê dibin.
Û ev ne bêsond çêbû. Yên din bêsond bûbûn kahîn,
lê Îsa bi sonda yê ku ev peyv jê re gotiye, bû kahîn. «Xudan sond xwar û ji ya xwe venagere, Tu her û her kahîn î.»
Bi vî awayî Îsa bûye kefîlê peymaneke hê çêtir.
Kahînên din gelek bûn, çimkî mirinê nehişt ku ew bidomînin.
Lê ji ber ku Îsa her û her dimîne, kahîntiya wî xilas nabe.
Ji ber vê yekê ew dikare wan ên ku bi destê wî nêzîkî Xwedê dibin, bi tevahî xilas bike. Çimkî ew herdem dijî, da ku ji bo wan mehderê bike.
Çimkî ji me re Serokkahînekî pîroz, bêsûc, bêqusûr, ji gunehkaran veqetiyayî û ji ezmanan hê bilindtir bûyî diviya.
Ji wî re nediviya ku ew her roj wek Serokkahînan, pêşî di ber gunehên xwe de û piştre di ber gunehên gel de goriyan pêşkêş bike. Çimkî çaxê ku xwe bi xwe pêşkêş kir, ev yek bi carekê anî cih.
Şerîet mirovên qels datîne ser karê Serokkahîntiyê. Lê peyva sondê ya ku piştî Şerîetê hat, Kurê ku heta bi herheyiyê hatiye bêkêmahî kirin, daniye ser karê serokkahîntiyê.
Niha, ji wan tiştên ku em dibêjin ya sereke ev e: Serokkahînekî me yê weha heye yê ku li ezmanan, li milê rastê yê textê Bilindahiyê rûniştiye.
Ew karbidestê pîrozgehê, yanî konê rastîn e, ku ne mirovan, lê Xudan daniye.
Çimkî her serokkahîn ji bo pêşkêşkirina diyarî û goriyan tê destnîşankirin. Ji bo vê yekê divê tiştekî ku Serokkahînê me jî pêşkêş bike hebe.
Eger ew li ser dinyayê bûya, ew bi xwe nedibû kahîn, çimkî ji xwe yên ku li gor Şerîetê diyariyan pêşkêş dikin, hene.
Evên ha di vê Perestgehê de xizmetê dikin a ku sûret û siya ya ezmanî ye. Çimkî gava ku Mûsa li ber çêkirina konê perizînê bû, ji aliyê Xwedê ve weha hat hişyarkirin: «Binêre ku tê her tiştî li gor mestereya ku li çiyê ji te re hatiye nîşandan çêkî.»
Lê Îsa xizmeteke hê bilindtir stand wek ku ew jî navberkarê peymaneke hê çêtir e, çimkî ew peyman li ser sozên çêtir hatiye danîn.
Eger ew peymana pêşî bêkêmahî bûya, hewcedarî bi ya diduyan nedima.
Lê Xwedê gelê xwe biqusûr dibîne û dibêje: «Xudan dibêje: ‹Va ye, roj tên Ku ezê bi mala Îsraêl re Û bi mala Cihûda re Peymaneke Nû girêdim.
Ne wek wê peymana ku min Bi bav û kalên wan re girêda, Peymana wê roja ku min destê wan girt, Ku ez wan ji diyarê Misrê derînim.› Xudan dibêje: ‹Çimkî ew di peymana min de neman, Min jî ji bo wan xem nexwar.›
Xudan dibêje: ‹Piştî wan rojan Peymana ku ezê bi mala Îsraêl re girê bidim ev e: Ezê qanûnên xwe bixim hişê wan Û ezê wan li ser dilê wan binivîsim. Ezê bibim Xwedayê wan, Û ew jî wê bibin gelê min.
Êdî tu kes hemwelatiyê xwe, Û tu kes birayê xwe hîn nake Û nebêje: ‹Xudan nas bike!›, Çimkî ji yê biçûk heta yê mezin Ew hemû wê min nas bikin.
Çimkî ezê li hember neheqiyên wan dilovan bim Û êdî ez gunehên wan tu caran naynim bîra xwe.›»
Bi gotina «Peymana Nû», Xwedê ya pêşî kevin kiriye. Îcar ya ku kevnar û kevin bûye, li ber windabûnê ye.
Erê, di peymana pêşî de jî qanûnên perizînê û Perestgeha li ser dinyayê hebû.
Konek hatibû danîn: Di beşê wî yê pêşî yê ku jê re Cihê Pîroz digotin de şamdank, sifre û nanê pêşberiyê hebû.
Di pişt perda diduyan de, di hundir de, Cihê Herî Pîroz hebû.
Gorîgeha zêrîn ya şewitandina bixûrê û Sindoqa Peymanê ya ku ji her aliyî ve zêrkirî bû tê de bûn. Di hundirê sindoqê de şerbikê Manna yê zêrîn, şivdarê Harûn ê bişkivî û nivîsdekên Peymanê hebûn.
Li ser sindoqê Kerûbên rûmeta Xwedê yên ku li bexişîngehê dikirin sî hebûn. Lê niha em nikarin yek bi yek li ser van bipeyivin.
Ev tişt weha hatibûn sazkirin. Kahîn her car diketin beşê pêşî yê kon û xizmeta xwe dikirin.
Lê heçî beşê hundir e, salê carekê bi tenê Serokkahîn dikeve wî. Lê bêyî wê xwîna ku di ber wî û di ber gunehên gel ên bêhemdî de tê pêşkêşkirin, ew jî nikare bikeve wî.
Ruhê Pîroz bi vê yekê nîşan dide ku, heta konê pêşî bimîne, riya ku diçe Cihê Herî Pîroz hê nehatiye eşkerekirin.
Ev ji bo dema niha mînakek e. Diyarî û goriyên ku tên pêşkêşkirin, nikarin wijdana mirovê ku diperize paqij bikin.
Ew bi tenê bi xwarin, vexwarin û şuştinên cûr bi cûr ve girêdayî ne û qanûnên dinyayî ne yên ku heta wextê sazûmana nû dimînin.
Lê gava Mesîh, Serokkahînê tiştên qenc ên ku hatine, xuya bû, ew derbasî konê hê mezintir û hê tekûztir bû, ku ne bi destan hatiye çêkirin, yanî ne ji vê dinyayê ye.
Ew ne bi xwîna nêrî û golikan, lê belê bi xwîna xwe, bi carekê ket Cihê Herî Pîroz û rizgariya herheyî peyda kir.
Çimkî, eger xwîna nêrî û conegayan û xweliya noginan li yên murdar bê reşandin û wan paqij bike,
hingê xwîna Mesîhê ku bi Ruhê herheyî xwe bêleke pêşkêşî Xwedê kiriye, wê hê çiqas zêdetir wijdana me ji kirinên mirî paqij bike, da ku em biperizin Xwedayê jîndar!
Ji bo vê yekê Mesîh navberkarê Peymana Nû ye, da ku yên hatine gazîkirin, mîrasa herheyî ya ku hatiye sozdan bistînin. Çimkî mirina wî berdêla wan sûcan e yên ku di dema peymana pêşî de hatin kirin.
Heçî wesiyet e, divê mirina yê ku wesiyet kiriye kifş bibe.
Çimkî wesiyet piştî mirinê tê cih. Heta yê ku wesiyet kiriye sax be, desthilatiya wê tune.
Loma peymana pêşî jî bê xwîn nehat girêdan.
Çimkî piştî ku Mûsa her emrê Şerîetê ji tevahiya gel re got, bi hiriya sor û bi çiqilê gûrizê xwîna nêrî û conegayan bi avê re, li kitêbê bi xwe û li tevahiya gel reşand
û got: «Ev xwîna wê peymanê ye ku Xwedê li we emir kiriye.»
Bi vî awayî wî xwîn li kon û li hemû firaxên perizînê reşand.
Îcar li gor Şerîetê hema bêje her tişt bi xwînê tê paqijkirin û bê rijandina xwînê li gunehan nayê bihûrtin.
Loma diviya ku wêneyên tiştên li ezmanan bi van goriyan, lê belê yên ezmanî bi xwe bi goriyên hê çêtir bên paqijkirin.
Çimkî Mesîh neket pîrozgeha ku bi destan hatiye çêkirin û sûretê ya rastîn e; lê belê ew ket ezmên bi xwe, da ku niha ji bo me li ber Xwedê raweste.
Serokkahîn her sal carekê bi xwîna ku ne ya wî ye dikeve Cihê Herî Pîroz, lê belê Mesîh neketê ku xwe gelek caran pêşkêş bike.
Eger wisa bûya, ji damezrandina dinyayê ve diviya wî gelek caran cefa bikişanda. Lê niha, di dawiya deman de ew bi carekê xuya bû, da ku bi xwegorîkirinê guneh ji holê rake.
Û çawa ku ji bo mirovan carekê mirin û piştî wê dîwanbûn neçar e,
Mesîh jî ji bo ku gunehên gelekan hilgire carekê hat pêşkêşkirin. Cara diduyan, ew ne ji bo hilgirtina guneh, lê ji bo xilasbûna wan ên ku li hêviya wî disekinin, wê xuya bibe.
Şerîet ne xuyabûna rastîn a tiştên qenc ên ku wê bên, lê bi tenê siya wan e. Ji ber vê yekê Şerîet tu caran nikare bi wan eynî goriyên ku hergav sal bi sal tên pêşkêşkirin, wan ên ku nêzîk dibin, bigihîne bêkêmahîtiyê.
Nexwe, eger paqij bibûna, wanê dev ji pêşkêşkirina wan berda. Çimkî eger yên ku diperizin bi carekê ji gunehên xwe paqij bibûna, êdî di wijdana wan de qet sûcdarkirina guneh nedima.
Lê belê ew gorî sal bi sal gunehên mirovan tînin bîra wan.
Çimkî xwîna conega û nêriyan nikare gunehan rake.
Loma çaxê ku Mesîh hat dinyayê, wî got: «Te gorî û pêşkêş nexwestin, Lê te ji min re bedenek amade kir.
Tu bi goriyên şewitandinê Û bi goriyên ku di ber guneh de tên dayîn, razî nebûyî.
Hingê min got: ‹Wek ku di Kitêbê de li ser min hatiye nivîsîn: Ya Xwedê, va ye, ez hatim da ku ez daxwaza te bînim cih.›»
Pêşî got: «Te gorî, pêşkêş, goriyên şewitandinê û goriyên ku di ber guneh de tên dayîn, nexwestin û tu ji van razî nebûyî» – heçî ev in, ew li gor Şerîetê tên dayîn.
Hingê weha got: «Va ye, ez hatim da ku ez daxwaza te bînim cih.» Ew ya pêşî hiltîne, da ku ya diduyan deyne.
Li gor vê daxwazê bi pêşkêşbûna bedena Îsa Mesîh ya bi carekê em hatin pîrozkirin.
Her kahîn roj bi roj radibe, xizmetê dike û gelek caran eynî goriyên ku qet nikarin guneh rakin, pêşkêş dike.
Lê viyê ha ji bo her û her tenê goriyek di ber gunehan de pêşkêş kir û li milê Xwedê yê rastê rûnişt.
Ji hingê û pê ve, ew li bendê ye heta ku dijminên wî bibin pêgeha lingên wî.
Çimkî wî bi pêşkêşiyekê ew ên ku tên pîrozkirin, her û her gihandine bêkêmahîtiyê.
Ruhê Pîroz jî li ser vê ji me re şahidiyê dike û dibêje:
«Xudan dibêje: ‹Piştî wan rojan Peymana ku ezê bi wan re girê bidim ev e: Ezê qanûnên xwe bixim dilê wan Û ezê wan li ser hişê wan binivîsim.
Êdî ez gunehên wan û neheqiyên wan Tu caran naynim bîra xwe.›»
Îcar li dera ku lêbihûrtina van heye, êdî pêwistiya pêşkêşa di ber guneh de namîne.
Ji bo vê yekê birano, bi xwîna Îsa em dikarin bi cesaret bikevin Cihê Herî Pîroz.
Em di wê riya nû û jîndar re bikevinê ya ku wî ji bo me di bedena xwe de di perdê de vekiriye.
Û li ser mala Xwedê kahînekî me yê mezin heye.
Em bi dilê ku bi xwînreşandinê ji wijdana xerab paqij bûyî û bi bedena ku bi ava paqij hatî şuştin, bi piştrastiya temam a baweriyê, bi dilekî rastîn nêzîkî Xwedê bibin.
Em, hêviya ku em eşkere dikin hişk bigirin; çimkî ew ê ku soz daye ewledar e.
Û em hay ji hev hebin, ku em hevdû ji bo hezkirin û kirinên qenc bişidînin.
Wek ku hinekan ji xwe re kiriye adet, em dev ji civînên xwe bernedin, lê çawa ku hûn dibînin Roja Xudan nêzîk dibe, hê zêdetir cesaretê bidin hevdû.
Çimkî, piştî ku em gihîştin zanîna rastiyê, eger em bi zanîn guneh bikin, êdî ji bo gunehan tu gorî namîne,
lê tenê libendêmayîneke tirsehêz ya dîwanê û agirê kelegerm ê ku dijminan dixwe û tune dike, dimîne.
Yê ku Şerîeta Mûsa bişikanda, li ser şahidiya dido an sê kesan, bê rehm dihat kuştin.
Îcar di gumana we de yê ku Kurê Xwedê di bin lingan de biperçiqîne, xwîna Peymanê ya ku ew pê hatiye pîrozkirin, pîs bibîne û Ruhê keremê nizim bike, ewê cezayekî hê çiqas xerabtir heq bike?
Çimkî em wî yê ku ev gotiye nas dikin: «Heyfhilanîn ya min e, ezê bergîdana wê bidim.» Û dîsa: «Xudan wê dîwana gelê xwe bike.»
Tiştekî tirsehêz e ku mirov bikeve destê Xwedayê jîndar.
Îcar wan rojên pêşî yên piştî ku hûn hatin ronahîkirin, bînin bîra xwe: Gava hûn ketibûn tengahî û cefayên giran, we çawa ev ragirtibû.
Carna hûn li ber çavan hatin şermezarkirin û hûn ketin tengahiyê. Carna jî hûn bi yên ku weha li wan hat kirin re bûn hevpar.
Çimkî hûn bûn hevalparê derdê girtiyan û talankirina malên xwe bi şahî ragirt, çimkî we dizanibû ku malê çêtir û mayîndar ji bo we heye.
Loma cesareta xwe neavêjin, xelata wê mezin e.
Ragirtin ji we re lazim e, da ku hûn daxwaza Xwedê bikin û soza ku daye bistînin.
«Çimkî di demeke kurt de, Yê ku tê wê bê Û dereng namîne.
Lê yê min ê rast wê bi baweriyê bijî. Lê eger ew xwe bi şûn ve bikişîne, Canê min ji wî razî nabe.»
Lê belê em ne ji wan in ên ku xwe bi şûn ve dikişînin û helak dibin; lê em ji wan in ên ku ji bo rizgariya canê xwe bawer dikin.
Îcar bawerî, ewlebûna tiştên ku hêvî bi wan tê kirin e, piştrastbûniya tiştên ku nayên dîtin e.
Bi vê baweriyê, bav û kalên me ji aliyê Xwedê ve hatin erêkirin.
Bi baweriyê, em fêm dikin ku erd û ezman bi peyva Xwedê hatiye damezrandin; wisa ku tiştên tên dîtin, ji tiştên nayên dîtin çêbûne.
Bi baweriyê, Habîl goriyeke ji ya Qayîn çêtir pêşkêşî Xwedê kir. Bi wê baweriyê ew mirovekî rast hat erêkirin, çimkî Xwedê diyariyên wî erê kirin. Rast e, Habîl mirî ye, lê bi saya baweriya xwe hê jî dipeyive.
Bi saya baweriyê, Henox ji bo ku mirinê nebîne, hat hilkişandin. «Ew nehat dîtin, çimkî Xwedê ew hilkişandibû». Û beriya hilkişandina wî, şahidî hat kirin ku ew li Xwedê xweş hatibû.
Û bê bawerî çênabe ku mirov li Xwedê xweş bê, çimkî yê ku nêzîkî Xwedê bibe, divê bawer bike ku Xwedê heye û wan ên ku li wî digerin xelat dike.
Bi baweriyê, Nûh, gava ew li ser tiştên ku hê nedihatin dîtin ji aliyê Xwedê ve hat hişyarkirin, bi tirsa Xwedê ji bo xilasiya mala xwe gemiyek çêkir. Bi vê baweriyê wî dinya sûcdar derxist û bû wêrisê wê rastdariya ku ji baweriyê tê.
Bi baweriyê, gava ku Birahîm hat gazîkirin, da ku here wî cihê ku wê bi mîrasî bistanda, wî li gor peyva Xwedê kir û bêyî ku bizane wê here ku derê, ket rê.
Bi baweriyê, wek yekî xerîb li welatê ku jê re hatibû soz dan, ma û bi hevparên eynî sozê, bi Îshaq û Aqûb re di konan de rûnişt.
Çimkî ew li hêviya bajarê bingeha wî saxlem dima yê ku avakar û çêkerê wî Xwedê ye.
Bi saya baweriyê Birahîm, bi ser ku ew pîr bû û Sarayê jî nedikarî zarokan bianiya, dîsa hêz dît ku bibe bav. Çimkî wî, yê ku soz dabû dilsoz dît.
Îcar ji yekî ku hema bêje mirî bû, bi qasî stêrên ezmên, wek seylaka ber devê deryayê bêhesab dûndan çêbû.
Evên ha hemû di baweriyê de mirin. Ew negihîştin sozên ku hatibûn dayîn, lê belê ew ji dûr ve dîtin û silav li wan kirin; wan eşkere kir ku ew li ser rûyê erdê xerîb û mêvan in.
Yên ku tiştên weha dibêjin, kifş dikin ku ew li welatekî digerin.
Û bi rastî, eger wan bêriya dera ku jê derketibûn bikirana, ji bo vegerînê fersenda wan wê hebûya.
Lê wan welatekî hê çêtir, yanî yê ezmanî dixwest. Ji ber vê yekê Xwedê şerm nake eger ew bêjin: «Ew Xwedayê me ye»; çimkî wî ji wan re bajarek amade kiriye.
Gava ku Birahîm hat ceribandin, bi baweriyê wî Îshaq pêşkêş kir. Wek yekî ku sozên Xwedê standiye, kurê xwê yê yekta pêşkêş dikir.
Ji wî re hatibû gotin: «Ji Îshaq dûndana te wê zêde bibe.»
Birahîm fikirî ku Xwedê dikare ji nav miriyan jî rake û wî bi awayekî mînakî wek ku Îshaq ji nav miriyan bistîne, ew bi şûn ve stand.
Bi baweriyê, Îshaq li ser tiştên ku wê bên ji bo Aqûb û Esaw duayên qenc kirin.
Bi baweriyê, Aqûb li ber mirinê ji bo herdu kurên Ûsiv duayên qenc kirin, «pala xwe da serê gopalê xwe û perizî Xwedê.»
Bi baweriyê, Ûsiv li ber mirinê, li ser derketina zaryên Îsraêl ya ji Misrê peyivî û li ser hestiyên xwe li wan emir kir.
Gava ku Mûsa çêbû, bi baweriyê, dê û bavê wî sê mehan ew veşartin. Çimkî dîtin ku zarok pirr xweşik e û ji fermana padîşah netirsiyan.
Gava ku Mûsa mezin bû, bi baweriyê red kir ku jê re kurê keça Firewn bê gotin.
Ji dêla ku ew demekê kêfa guneh bike, wî bi gelê Xwedê re cefakişandin bijart
û şermezariya di ber Mesîh de ji xezîneyên Misrê dewlemendiyeke mezintir hesab kir. Çimkî wî li xelata ku wê bistanda dinêrî.
Bi baweriyê, ew ji Misrê derket û ji hêrsa padîşah netirsiya. Çimkî wî, wek yê ku nayê dîtin dîtibe, tengahî radigirt.
Wî bi baweriyê, Cejna Derbasbûnê cara pêşî pêk anî û emir kir ku xwîn li ser deriyan bê reşandin, da ku milyaketê ku nixurî dikuştin, dest nede wan.
Bi baweriyê, Îsraêlî wek ku di bejê re derbas bibin, di Derya Sor re derbas bûn. Gava ku Misriyan ev ceriband, di avê de xeniqîn.
Bi baweriyê, piştî ku Îsraêlî heft rojan li dora sûrên Erîhayê zivirîn, ew hilweşiyan.
Bi baweriyê, Rexaba fahîşe bi neguhdaran re nehat helakkirin, çimkî wê nêrevan bi aştî qebûl kiribûn.
Û hê ez çi bêjim? Eger ez tiştên li ser Gîdeyon, Baraq, Şimşon, Yêfta, Dawid, Samûêl û li ser pêxemberan bêjim, dema min têrê nake.
Bi baweriyê ew li hember padîşahiyan bi ser ketin, wan dadperwerî anîn cih, gihîştin sozên ku hatibûn dayîn, devê şêran girtin,
hêza êgir temirandin, ji devê şûr filitîn, di bêhêziyê de hêz standin, di şer de bûn yên xurt, ordiyên biyaniyan belav kirin.
Jinan, miriyên xwe bi vejînê bi şûn ve standin. Hinekan îşkence kişandin, lê azadî red kirin, da ku ji mirinê rabin û bigihîjin jiyaneke hê çêtir.
Hinekên din bi tinaz û qamçiyan, erê heta bi girêdan û zîndanê hatin ceribandin.
Hatin kevirkirin, bi birrekê hatin birrîn, ketin ber devê şûr û hatin kuştin. Bi postê miyan, bi çermê bizinan geriyan; belengazî kişandin, tengahî dîtin, xerabî li wan hat kirin.
Dinya ne hêjayî wan bû; li çolan û li çiyayan, di şkeftan û di kunên bin erdê de eware geriyan.
Îcar bi ser ku ew hemû bi baweriyê hatin erêkirin jî, ew negihîştin tiştên ku hatibûn sozdan.
Çimkî, ji bo ku bêyî me ew negihîjin bêkêmahiyê, Xwedê ji me re tiştekî hê çêtir amade kiriye.
Îcar li gor ku ewrekî evqas mezin ê şahidan hawirdora me girtiye, em jî her giraniyê û gunehê ku bi hêsanî xwe li me dipêçe ji ser xwe bavêjin, bi bîhna fireh wê hevbezîna ku li ber me ye, bibezin.
Em çavên xwe bidin ser pêşeng û temamkarê baweriya xwe Îsa. Wî ji bo şahiya ku li ber wî bû, xaç ragirt ser xwe û şermî bi tiştekî hesab nekir û li milê Xwedê yê rastê rûnişt.
Îcar li ser wî bifikirin ê ku dijraberiya mezin a gunehkaran ragirtiye, da ku hûn newestin û di dilê xwe de sist nebin.
We hê di şerê li hember guneh de li ber xwe nedaye heta ku xwîna we bê rijandin.
Ma we ew şîreta ku li we kuran tê kirin, ji bîr kir? Dibêje: «Kurê min, edebkirina Xudan biçûk nebîne, Û çaxê ku ji aliyê wî ve li te bê hilatin, sist nebe.
Çimkî Xudan, wî yê ku jê hez dike, edeb dike Û her kurê ku qebûl dike ceza dike.»
Ji bo terbiyebûnê hûn radigirin, çimkî Xwedê wek zarokên xwe bi we re dide û distîne. Ma kîjan kur ji aliyê bavê xwe ve nayê terbiyekirin?
Lê eger hûn ji terbiyekirina ku hemû pê tên terbiyekirin bêpar bin, hingê hûn ne kur in, lê hûn wek zarokên derveyî qanûnê ne.
Îcar ji vê zêdetir bavên me yên vê dinyayê yên ku em terbiye dikirin hebûn û me ji wan re hurmet kir. Ma emê ne hê bêtir bi ya Bavê xwe yê ruhanî bikin û bijîn?
Bavên me wek ku qenc didîtin, em ji bo demeke kurt terbiye dikirin, lê Xwedê ji bo feyda me, me terbiye dike, da ku em bibin hevparên pîroziya wî.
Rast e, her terbiyekirin di sêrî de ne wek şahî, lê belê wek xemgîniyê tê dîtin. Lê belê piştre ev ji bo yên ku bi wê hatine perwerdekirin, berê aştî û rastdariyê tîne.
Ji ber vê yekê, destên xwê yên daketî û çokên xwe yên bêtaqet bişidînin,
ji bo lingên xwe riyên rast çêkin, da ku tiştê kulek ji movikê dernekeve, lê belê sax bibe.
Bikevin pey wê yeka ku hûn bi hemûyan re di aştiyê de bin û li pey jiyana pîroz a ku bê wê tu kes Xudan nabîne, herin.
Hay ji xwe hebin, bila tu kes ji kerema Xwedê nemîne. Bila di nav we de tu rayê tehl ê ku we aciz bike û gelek pê murdar bibin, dernekeve.
Nebe ku yek, zînakar an bê tirsa Xwedê be, wek Esaw ê ku mafê nixurîtiya xwe bi xwarinekê firot.
Hûn dizanin ku piştre wî xwest ku bereketa nixurîtiyê mîras bistîne, lê hat redkirin. Bi hêstirên çavan li pey geriya jî, wî nikaribû biryara ku hatiye dayîn biguhere.
Hûn nêzîkî wî çiyayê ku tê destdan û dişewite, bi mij, bi taristanî û bi bahoz e, nebûn;
hûn nêzîkî dengê boriyê û wan peyvên, yên ku ew bihîstin, lava kirin ku gotineke din ji wan re neyê gotin, nebûn.
Wan ew emrê ku digot: «Eger heywanek jî li çiyê bikeve, wê bê kevirkirin» nikaribûn ragirin.
Dîtin wisa tirsehêz bû ku Mûsa got: «Ez gelek ditirsim û dilerizim.»
Lê hûn nêzîkî Çiyayê Siyonê û bajarê Xwedayê jîndar, yanî Orşelîma ezmanî bûn, ku li wir bi deh hezaran milyaket bi şahî beşdarî pîrozkirinê bûn.
Hûn hatine Civîna nixuriyên ku navê wan li ezmanan nivîsî ye û nêzîkî dadgerê hemûyan Xwedê û ruhên kesên rast ên ku gihîştine bêkêmahiyê bûne.
Hûn nêzîkî navberkarê Peymana Nû Îsa bûn ku xwîna wî ya reşandî ji ya Habîl çêtir dibêje.
Hay ji xwe hebin û yê ku dipeyive red nekin. Ew ên ku dengê wî yê ku ew li ser erdê hişyar kirin, red kirin, xilas nebûn. Îcar, eger em berê xwe ji wî yê ku ji ezmanan dibêje badin, em hê bêtir nikarin xilas bibin.
Hingê dengê wî erd hejand, lê belê niha soz daye û gotiye: «Êdî careke din, ezê ne tenê erdê, lê ezmên jî vehejînim.»
Bi gotina: «Careke din» jiholêrakirina tiştên ku vedihejin, yanî tiştên ku hatine afirandin, tê eşkerekirin; da ku tiştên ku venahejin mayîndar bin.
Loma em şikir bikin ku em padîşahiyeke ku nayê vehejandin distînin û bi vî awayî em bi tirs û hurmetê biperizin Xwedê, wek ku li wî xweş tê.
Çimkî Xwedayê me agirek e ku dixwe û tune dike.
Bila birahezî mayîndar be.
Mêvanperweriyê ji bîr nekin. Çimkî bi vê yekê hinekan bê ku bizanin milyaket kirin mêvan.
Girtiyan bînin bîra xwe, wek ku hûn bi wan re girtî ne û cefakêşan jî bînin bîra xwe, wek ku di bedenê de hûn jî wek wan in.
Bila her kes bi hurmet li zewacê binêre û bila nivîna zewacê bêleke be. Çimkî Xwedê wê dîwana fuhûşkar û zînakaran bike.
Bila rabûn û rûniştina we ji hezkirina peran dûr be; bi tiştê ku di destê we de ye razî bin. Çimkî Xwedê gotiye: «Ez tu caran te nahêlim, Ez tu caran te bernadim.»
Wisa ku em bi ewlehî bêjin: «Xudan alîkarê min e, Ez natirsim. Mirov wê çi bi min bike?»
Rêberên xwe, yên ku peyva Xwedê ji we re gotine, bînin bîra xwe. Dawiya jiyana wan bînin ber çavên xwe û baweriya wan ji xwe re bikin mînak.
Îsa Mesîh, duh, îro û her û her eynî ye.
Bi hîndariyên xerîb û cihê vir de wê de neyên kişkişandin, çimkî qenc e ku dil bi kerema Xwedê xurt bibe, ne bi xwarinên taybetî. Yên ku bi van mijûl bûn tu feyde nedîtin.
Gorîgeheke me heye ku yên di kon de xizmetê dikin, desthilatiya wan tune ku jê bixwin.
Çimkî ew heywanên ku Serokkahîn xwîna wan ji bo guneh dibe nav Cihê Pîroz, termê wan li derveyî wargeh tê şewitandin.
Ji ber vê yekê Îsa jî, ji bo ku bi xwîna xwe gel pîroz bike, li derveyî dergeh cefa kişand.
Ji bo vê yekê em jî herin derveyî wargeh ba wî û şermezariya wî deynin ser xwe.
Çimkî li vir bajarekî me yê ku bimîne, tune; lê em, li yê ku wê bê digerin.
Loma em bi saya Îsa hergav wek goriyekê, pesnê Xwedê bidin, yanî fêkiyê lêvên ku navê wî eşkere dikin, pêşkêş bikin.
Ji bîr nekin ku hûn qenciyê bikin û tiştên xwe li hev leva bikin. Çimkî goriyên weha li Xwedê xweş tên.
Bi ya rêberên xwe bikin û ji gotina wan dernekevin. Çimkî ew wek ên ku wê hesab bidin, berevaniya canê we dikin. Guh bidin wan, da ku ew vê yekê ne bi nalîn, lê bi dilxweşî bikin. An na, wê ji bo we bê kêr be.
Ji bo me dua bikin. Em piştrast in ku wijdana me paqij e û em dixwazin di her tiştî de bi awayekî rast rêve herin.
Ez bi zêdehî hêvî ji we dikim ku hûn dua bikin, da ku ez zû li we bêm vegerandin.
Îcar Xwedayê aştiyê, Xudanê me Îsayê ku şivanê mezin ê miyan e, bi xwîna Peymana herheyî ji nav miriyan rakir,
bila we bi her tiştên qenc rapêçe, da ku hûn daxwaza wî bînin cih û bila bi rêberiya Îsa Mesîh tiştê ku li wî xweş tê bi me bide kirin. Rûmet her û her ji wî re be. Amîn.
Îcar birano, ez hêvî ji we dikim, van peyvên şîretê ragirin. Çimkî min ji we re kurt nivîsî.
Bizanin ku birayê me Tîmotêyos serbest hat berdan. Eger di nêzîk de bê, ezê bi wî re bêm, we bibînim.
Silavan li hemû rêberên xwe û li pîrozan bikin. Yên li Îtalyayê silavan li we dikin.
Kerem li ser we hemûyan be. Amîn.
Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh, silavan li diwanzdeh eşîrên ku belav bûne dike.
Birayên min, kengê hûn bikevin ceribandinên cûr bi cûr, vê yekê şahiyeke temam hesab bikin.
Çimkî hûn dizanin ceribandina baweriya we ragirtinê pêk tîne.
Û bila ragirtin karê xwe temam bike, da ku hûn bibin mirovên temam û gihîştî û di tiştekî de kêmahiya we tune be.
Eger şehrezayiya yekî ji we kêm be, bila ji Xwedayê ku bi camerî dide hemûyan û lê nahile, bixwaze û wê ji wî re bê dayîn.
Lê bila bi bawerî bixwaze û dudilî nebe. Çimkî yê ku dudilî dibe, wek pêla deryayê ye ya ku ba lê dixe û şeqil dide.
Mirovekî weha bila nefikire ku ewê tiştekî ji Xudan bistîne.
Ew mirovekî dudilî û di hemû riyên xwe de bêbiryar e.
Birayê reben bila bi serbilindiya xwe,
yê dewlemend jî bila bi rebeniya xwe pesnê xwe bide. Çimkî ewê wek kulîlka giyê derbas bibe.
Ji ber ku roj bi germiya xwe ya bi şewat hiltê û giyê hişk dike. Kulîlka giyê dikeve û spehîtiya wê namîne. Bi vî awayî yê dewlemend jî wê di nav kar û xebata xwe de biçilmise.
Xwezî bi wî mirovê ku ceribandinê radigire. Çimkî gava ku ji ceribandinê serfiraz derkeve, wê taca jiyanê ya ku Xwedê ji yên ku ji wî hez dikin re soz daye, bistîne.
Gava ku tê ceribandin, bila tu kes nebêje: «Ez ji aliyê Xwedê ve têm ceribandin.» Çimkî Xwedê bi tiştên xerab nayê ceribandin û ew bi xwe jî tu kesî naceribîne.
Lê her kes ji aliyê xwesteka xwe ve tê kaşkirin, xapandin û tê ceribandin.
Di pey de xwestek avis dibe û guneh tîne. Û çaxê ku guneh digihîje, mirinê tîne.
Birayên min ên hezkirî, neyên xapandin!
Her dayîna qenc û her diyariya bêkêmahî ji jor e, ji Bavê ronahiyan tê xwarê. Li ba wî guherîn û siya zivironekiyê tune.
Wî li gor daxwaza xwe, bi peyva rastiyê jiyan da me, da ku em bibin cûreyeke berê pêşî yê afirînên wî.
Birayên min ên hezkirî, hûn vê bizanin: Bila her mirov di bihîstinê de bi lez be, di peyivîn û hêrsbûnê de giran be.
Çimkî hêrsbûna mirov rastdariya Xwedê pêk nayne.
Ji ber vê yekê her cûreyê pîsîtiyê û xerabiya ku pirr bûye ji ser xwe bavêjin. Bi nermî peyva ku di dilê we de hatiye çandin û dikare canê we xilas bike, qebûl bikin.
Xwe nexapînin û nebin yên ku tenê peyvê dibihîzin, lê peyvê bînin cih.
Eger kesek guhdarê peyva Xwedê be û wê neyne cih, wek wî kesî ye ku di neynikê de li rûyê xwe yê rast dinêre.
Ew li xwe dinêre, piştre diçe û di cih de ji bîr dike ka ew çawa ye.
Lê belê yê ku li Şerîeta bêkêmahî ya ku azad dike, qenc dinêre û di wê de dimîne û tiştên ku dibihîze ji bîr nake, lê pêk tîne, ewê di karê xwe de bextewar be.
Eger yek xwe dîndar dihesibîne, lê zimanê xwe desgîn nake û dilê xwe dixapîne, dîndariya wî pûç e.
Li ba Bav Xwedê, dîndariya paqij û bêleke ev e ku mirov di tengahiyên sêwî û jinebiyan de here serdana wan û xwe ji lekeyên dinyayê biparêze.
Birayên min, hûn ên ku baweriyê bi Xudanê me yê bi rûmet Îsa Mesîh tînin, cihêtiyê nexin nav mirovan.
Mesela, eger yekî bi gustîlka zêrîn û bi cilên şewqdar bê civîna we û yekî belengaz jî bi cilên qirêjî bê
û hûn xatirê wî yê ku cilên şewqdar wergirtine bigirin û bêjin: «Kerem ke, li vir, li jor rûne» û ji yê belengaz re bêjin: «Li vir raweste» an: «Li ber lingên min rûne»,
ma hûn hingê di nav xwe de cihêtiyê nakin û nabin dadgerên fikirxerab?
Birayên min ên hezkirî, guhdar bin. Ma Xwedê belengazên li dinyayê nebijartine ku di baweriyê de dewlemend bin û bibin wêrisên wê padîşahiya ku wî soz daye wan ên ku ji wî hez dikin?
Lê belê, we yê belengaz bêrûmet kir. Ma yên ku serdestiyê li we dikin, ne yên dewlemend in? Ma ne ew in ku we dikişînin ber dadgehan?
Ma ne ew in ku çêrî wî navê qenc dikin, ku li we hatiye kirin?
Eger hûn li gor Nivîsara Pîroz a ku dibêje: «Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike», Şerîeta Padîşahiyê pêk bînin, hûn qenc dikin.
Lê eger hûn cihêtiyê bixin nav mirovan, hûn guneh dikin û hûnê ji aliyê Şerîetê ve sûcdar bên derxistin.
Çimkî kî ku tevahiya Şerîetê pêk bîne û di tiştekî tenê de bikeve, li ber tevahiya wê sûcdar e.
Çimkî yê ku gotiye: «Zînayê neke», gotiye: «Nekuje» jî. Îcar, eger tu zînayê nekî, lê tu bikujî, te Şerîet şikandiye.
Wek wan ên ku wê bi şerîeta ku azadiyê dide bên dîwankirin, weha bipeyivin û bikin.
Çimkî dîwan, ji bo wî yê ku rehm nekiriye bê rehm e, lê rehm li hember dîwanê bi ser dikeve.
Birayên min, eger yek bêje ku baweriya wî heye, lê kirinên wî tunin, hingê çi feyde heye? Ma ew bawerî dikare wî xilas bike?
Eger birayek an xwişkek tazî û bêyî xwarina rojane be
û yek ji we ji wan re bêje: «Bi xêr û silamet herin, germ bibin û têr bibin», lê hûn hewcedariya wan a bedenê nedin wan, hingê çi feyde heye?
Bi vî awayî baweriya bi serê xwe, eger kirinên wê tune bin, mirî ye.
Lê belê yek wê bêje: «Baweriya te heye, kirinên min hene!» Bê kirinên xwe baweriya xwe nîşanî min bide û ezê bi kirinên xwe ve baweriya xwe nîşanî te bidim.
Ma tu bawer dikî ku Xwedê yek e? Tu qenc dikî. Cin jî bawer dikin – û dilerizin.
Ey mirovê bêhiş, ma tu dixwazî ku ji te re bê eşkerekirin, baweriya bêyî kirinan, bêkêr e?
Ma bavê me Birahîm, gava ku kurê xwe Îshaq li ser gorîgehê pêşkêş kir, ne bi kirinên xwe rastdar derket?
Tu dibînî ku baweriya wî bi kirinên wî re dixebitî û baweriya wî bi kirinên wî temam bû.
Bi vî awayî gotina vê nivîsarê hat cih: «Birahîm ji Xwedê bawer kir û ev jê re rastdarî hat hesabkirin» û jê re dostê Xwedê hat gotin.
Hûn dibînin ku mirov bi kirinan rastdar derdikeve, ne tenê bi baweriyê.
Bi vî awayî, Rexaba fahîşe jî gava ku nêrevan qebûl kirin û ew di riyeke din re şandin, ma ew ne bi kirinan rastdar derket?
Îcar çawa ku bedena bê ruh mirî ye, wisa jî baweriya bê kirinan be, mirî ye.
Birayên min, bila gelek ji we nebin mamoste, çimkî hûn dizanin em ên ku hîn dikin, emê di dîwana hê girantir re derbas bibin.
Em hemû di gelek tiştan de diterpilin. Eger yek bi devê xwe nekeve, ew dikare hemû bedena xwe jî desgîn bike û ew mirovekî gihîştî ye.
Ji bo ku li ber me serî deynin em lixabê dixin devê hespan û bi vî awayî em hemû bedena wan jî dizivirînin.
An li gemiyan binêrin: Bi ser ku ewqas mezin in û bi bayên xurt tên kaşkirin, dilê kotelvan ku derê bixwaze, bi koteleke biçûk berê wê bi wî alî ve dike.
Bi vî awayî ziman jî endamekî biçûk e, lê bi tiştên mezin pesnê xwe dide. Binêrin, çirûskeke biçûk dikare daristaneke çiqas mezin bişewitîne!
Wisa jî ziman agir e. Di nav endamên bedena me de ziman dinyayeke xerabiyê ye. Ew tevahiya mirov qirêjî dike, ji dojehê pêtê distîne û çerxa jiyana me dike pêta agir.
Çimkî her cûre heywanên kûvî û teyr, yên ku dişêlin û afirîdên deryayê ji aliyê mirov ve tên girtin û hatine girtin.
Lê ji mirovan tu kes nikare zimên bigire. Ziman, bi jehra mirinê tije ye, xerabiyeke bêrawestin e.
Bi zimên em Bav Xudan pîroz dikin û bi zimên em nifiran li wan mirovên ku di mînaka Xwedê de hatine afirandin, dikin.
Ji eynî devî pîrozkirin û nifir derdikeve. Birayên min, divê ev ne weha be.
Ma ji çavkaniyekê hem ava şêrîn û hem jî ava tehl derdikeve?
Birayên min, ma dara hêjîrê dikare zeytûnan, an jî mêw dikare hêjîran bide? Wisa jî kaniya ava şor nikare ava şêrîn bide.
Di nav we de yê fêmdar û şehreza kî ye? Bila ew bi awayê jiyana xwe ya qenc kirinên xwe di nav nermiya şehrezayiyê de nîşan bide.
Lê eger di dilê we de çavnebariya tehl û hevrikî hebe, pesnê xwe nedin û li hember rastiyê derewan nekin.
Ev şehrezayî ne ya ji jorê ye, lê belê şehrezayiya dinyayî, nefsanî û cinî ye.
Çimkî li ku derê çavnebarî û hevrikî hebe, li wê derê tevlihevî û her kirina xerab hene.
Lê şehrezayiya ku ji jor e, berî her tiştî paqij e; piştre aştîhez, berbiwêr û nerm e. Bi rehmê û berê qenc tije ye, alînegir û ne durû ye.
Û berê rastdariyê ji bo aştîkeran di aştiyê de tê çandin.
Şer û pevçûnên di nav we de ji ku derê ne? Ma ev ne ji xwestekên we yên ku di endamên bedena we de şer dikin, tên?
Çavê we li tiştekî ye, lê hûn bi dest naxin. Hûn dikujin û çavnebariyê dikin, lê hûn nikarin bigihîjin armanca xwe. Hûn şer û pevçûnê dikin. Hûn bi dest naxin, çimkî hûn ji Xwedê naxwazin.
Hûn dixwazin û nastînin, çimkî hûn bi niyeta xerab dixwazin, da ku hûn ji bo kêfên xwe bimezêxin.
Hey zînakarno! Ma hûn nizanin ku dostaniya bi dinyayê re, dijminahiya bi Xwedê re ye? Loma kî ku bixwaze bibe dostê dinyayê, xwe dike dijminê Xwedê.
Ma hûn guman dikin ku Nivîsara Pîroz badîhewa dibêje: «Xwedê bi hesûdî ruhê ku daye me dixwaze».
Lê keremeke hê mezintir dide. Loma dibêje: «Xwedê li hember pozbilindan disekine, Lê keremê li nefsbiçûkan dike.»
Loma bi ya Xwedê bikin. Li hember Îblîs bisekinin, wê ji we bireve.
Nêzîkî Xwedê bibin, ew jî wê nêzîkî we bibe. Gunehkarno, destên xwe paqij bikin. Dudilîno, dilê xwe safî bikin.
Bi keder bin, şînê bigirin û bigirîn. Bila kenê we bibe şîn, şahiya we jî bibe melûlî.
Xwe li ber Xudan nizim bikin, ewê we bilind bike.
Birayên min, ketma hev nekin. Yê ku ketma birayê xwe dike û wî dadbar dike, ew ketma Şerîetê dike û Şerîetê dadbar dike. Eger tu Şerîetê dadbar bikî, tu ne ew î ku Şerîetê pêk tîne, lê belê tu li ser Şerîetê dadger î.
Yê ku Şerîet daniye û dîwanê dike, tenê yek e. Yê ku dikare xilas bike û helak bike ew e. Îcar tu kî yî ku tu cîranê xwe dadbar dikî?
De werin, hûn ên ku dibêjin: «Îro an sibê emê herin filan an bêvan bajarî, emê li wir salekê derbas bikin, kirrîn û firotinê bikin û peran qezenc bikin».
Lê hûn nizanin ku sibê jî wê çi çêbe. Jiyana we çi ye? Hûn hilmek in ku ji bo demeke kurt xuya dibe û di pey de winda dibe.
Di cihê vê de, divê hûn weha bêjin: «Xwedê hez bike, emê bijîn û vî karî an wî karî bikin.»
Lê hûn bi vî halê xwe, bi quretî pesnê xwe didin. Her pesindana weha xerab e.
Loma yê ku bi ya qenc dizane û nake, jê re guneh e.
Îcar dewlemendno, niha werin û li ser rebeniya xwe ya ku wê bê serê we bigirîn û bikin qîrîn.
Dewlemendiya we riziyaye û bizûzkan cilên we xwariye.
Zêr û zîvên we zengarî bûne. Zengara wan wê li hemberî we şahidiyê bike û wek êgir goştê we bixwe. Di rojên dawîn de we xezîne civandin.
Va ye, heqê wan karkerên ku zeviyên we dirûtine û we bi hîle ji wan standiye, diqîre. Hawar hawara paleyan gihîştiye guhê Xudanê Ordiyan.
We li dinyayê xwe da kêf û şahiyê û we dilê xwe ji bo roja şerjêkirinê qelew kir.
We yê rast ê ku li ber we ranabe, sûcdar derxist û kuşt.
Loma birano, heta hatina Xudan sebir bikin. Binêrin, cotkar li benda berê erdê yê hêja dimîne û ji bo vê yekê sebir dike heta barana biharê û ya payîzê li ser dibare.
Hûn jî sebir bikin. Dilê xwe xurt bigirin, çimkî hatina Xudan nêzîk e.
Birano, gazinan ji hev nekin, da ku hûn neyên dîwankirin. Va ye, dadger li ber derî rawestayî ye!
Birano, pêxemberên ku bi navê Xudan peyv gotine ji bo xwe wek mînaka êşkişandin û sebrê bigirin.
Binêrin, em wan ên ku tengahî ragirtine, bextewar hesab dikin. We ragirtina Eyûb bihîst û we dît ku Xudan di dawiyê de ji bo wî çi kir. Çimkî Xudan gelek dilovan û tije rehm e.
Îcar birayên min, berî her tiştî, sond nexwin. Ne bi erdê, ne bi ezmên û ne jî bi tiştekî din sond bixwin. Bila erêya we «Erê» û naya we «Na» be, da ku hûn neyên dîwankirin.
Eger di nav we de yek êşê dikişîne, bila dua bike. Eger yek dilşa ye, bila lavijeyan bêje.
Eger di nav we de yek nexweş e, bila ew gazî rihspiyên civînê bike û ew li ser wî dua bikin û bi navê Xudan rûn li wî bidin.
Duaya ku bi bawerî tê kirin wê yê nexweş qenc bike û Xudan wê wî rake. Û eger wî guneh kiribe, wê lê bê bihûrtin.
Loma gunehên xwe ji hevdû re eşkere bikin û ji bo hev dua bikin, da ku hûn sax bibin. Duaya yê rast, hêzdar û bi bandûr e.
Êlyas jî mirovekî wek me bû. Ji bo ku baran nebare bi kelegermî dua kir û li ser rûyê erdê sê sal û şeş mehan baran nebarî.
Piştre wî dîsa dua kir; ezmên baran da û erdê jî berê xwe da.
Birayên min, eger yek ji we ji rastiyê averê bibe û yekî din careke din wî li rastiyê bizivirîne,
bila bizane, yê ku gunehkar ji riya wî ya averê bizivirîne, wê canekî ji mirinê xilas bike û gelek gunehan binixumîne.
Ji Şandiyê Îsa Mesîh Petrûs, ji xerîbên belavbûyî yên li herêmên Pontos, Galatya, Kepedokya, Asya û Bîtînyayê re,
yên ku li gor pêşzanîna Bav Xwedê hatine bijartin û ji aliyê Ruh ve hatine pîrozkirin, da ku bi ya Îsa Mesîh bikin û xwîna wî li ser wan bê reşandin: Kerem û aştî li ser we zêde bibe.
Xwedê û Bavê Xudanê me Îsa Mesîh pîroz be. Wî li gor rehma xwe ya mezin em ji nû ve zayandin. Bi vejîna Îsa Mesîh a ji nav miriyan, wî em gihandin hêviyeke jîndar
û mîraseke ku narize, bêleke ye û naçilmise. Ev mîras li ezmanan ji bo we hilanî ye.
Îcar hûn bi hêza Xwedê bi riya baweriyê, ji bo xilasbûna ku amade ye di wextê dawî de bê eşkerekirin, tên parastin.
Hûn bi vê yekê gelek şa ne, her çiqas niha divê ku hûn ji bo demeke kurt bi ceribandinên cûr bi cûr xemgîn bibin jî.
Ew tên, da ku hêjabûna baweriya we kifş bibe û çaxê ku Îsa Mesîh xuya bibe ji we re bibe pesin, rûmet û serbilindî. Bi ser ku zêr tune dibe û diçe, dîsa di êgir de tê helandin. Û baweriya we ji zêr gelek hêjatir e.
We ew nedîtiye, lê hûn ji wî hez dikin; niha hûn wî nabînin, lê dîsa jî hûn baweriyê bi wî tînin û hûn bi şabûneke ku nayê gotin dilşa dibin.
Çimkî hûn di dawiya baweriya xwe de, digihîjin xilasiya canê xwe.
Li ser vê xilasbûnê, pêxemberên ku li ser kerema ku wê ji we re bihata anîn, pêxemberîtî kirin, bi baldarî lêkolîn kirin û lê geriyan.
Ruhê Mesîh ê ku di dilê wan de bû, ji berê ve kifş dikir ku Mesîh wê cefayê bikişîne û piştre bi rûmet bibe. Wan lê kolan ku bizanin ka ev xilasî wê kengê an wextekî çawa bê.
Ji wan re hat kifşkirin ku di van tiştan de ne ji xwe re, lê ji we re xizmet dikirin û ev niha bi destê Ruhê Pîroz ê ku ji ezmên hatiye şandin, ji aliyê yên ku Mizgîniyê didin ve, ji we re hat diyarkirin. Milyaket jî pirr dixwazin ku nêzîk bibin û li van tiştan binêrin.
Ji ber vê yekê li ser hişê xwe bin, amade û hişyar bin. Hemû hêviya xwe bi wê keremê ve girê bidin, ku hûnê bi xuyabûna Îsa Mesîh bistînin.
Wek zarokên guhdar bin û li pey xwestekên xwe yên dema nezaniyê neçin.
Lê belê, çawa yê ku gazî we kiriye pîroz e, hûn jî di hemû rabûn û rûniştina xwe de pîroz bin.
Ji ber ku hatiye nivîsîn: «Pîroz bin, çimkî ez pîroz im.»
Eger hûn ji yê ku cihêtiyê naxe nav mirovan û her kesî li gor kirina wî dîwan dike re, dibêjin Bav, dema xwe ya xerîbiyê ya li ser dinyayê bi tirsa Xwedê derbas bikin.
Çimkî hûn dizanin ku hûn ne bi berdêla tiştên pûç ên wek zêr an zîv ji jiyana vala ya ku ji bav û kalên we maye, hatine kirrîn,
lê belê bi berdêla xwîna Mesîh a hêja û wek berxekî bêleke û bêkêmahî hûn hatine kirrîn.
Hê berî damezrandina dinyayê ew hat destnîşankirin, lê di dawiya deman de di ber we de xuya bû.
Bi saya wî hûn baweriyê bi wî Xwedayê ku ew ji nav miriyan rakiriye û rûmet daye wî tînin, wisa ku bawerî û hêviya we bi Xwedê be.
Niha we bi ya rastiyê kir û canê xwe paqij kir, biraheziya we bê durûtî ye. Loma ji dil û can û bi germî ji hevdû hez bikin.
Hûn ne ji tovê ku xera dibe, lê ji yê ku xera nabe, bi peyva Xwedê ya jîndar û mayîndar ji nû ve çêbûn.
Çimkî: «Hemû mirov wek giyê ne Û hemû rûmeta wan jî wek kulîlka giyê ye. Giya hişk dibe û kulîlka wî dikeve,
Lê peyva Xudan her û her dimîne.» Ev ew peyv e ku bi Mizgîniyê ji we re hat dayîn.
Loma xwe ji her xerabiyê, ji her hîle, durûtî, çavnebarî û ji her cûre ketmê dûr bixin.
Wek zarokên nûbûyî, bêriya şîrê safî û ruhanî bikin, da ku hûn bi wî ji bo xilasiyê mezin bibin.
Çimkî we qenciya Xudan tam kiriye.
Werin, nêzîkî kevirê zindî bibin ê ku ji aliyê mirovan ve hat redkirin, lê li ba Xwedê bijare û hêja ye.
Hûn jî wek kevirên zindî ji bo xaniyekî ruhanî tên avakirin, da ku hûn bibin kahînên pîroz û bi destê Îsa Mesîh goriyên ruhanî yên ku li Xwedê xweş tên, pêşkêş bikin.
Çimkî di Nivîsara Pîroz de dibêje: «Va ye, ez di Siyonê de kevirekî datînim Kevirê hêja û bijare yê rikin. Yê ku baweriyê bi wî bîne, qet nayê şermkirin.»
Îcar ji bo we, hûn ên ku bawer dikin, ev kevir hêja ye; lê ji bo yên ku bawer nakin, «Ew kevirê ku hostayan red kir, Bû kevirê serê rikin.»
û: «Ji bo wan bû kevirê terpilînê Û lata hilterpilînê.» Ew diterpilin, çimkî ew bi ya peyvê nakin û ji xwe ew ji bo vê yekê hatine kifşkirin.
Lê hûn «nifşekî bijartî, kahînên Padîşahiyê, miletekî pîroz û gelê Xwedê bi xwe ne, da ku hûn karên wî yên hêjabilind bidin bihîstin.» Wî, hûn ji tariyê gazî ronahiya xwe ya nedîtî kirine.
Demekê hûn ne gel bûn, Lê niha hûn gelê Xwedê ne. Demekê rehm li we nebûbû, Lê niha rehm li we bûye.
Hezkirîno, ez ji we hêvî dikim ku hûn xwe ji xwestekên nefsî yên ku li hember can şer dikin, dûr bixin, ji ber ku hûn li vê dinyayê xerîb û mêvan in.
Di nav miletan de jiyaneke qenc bijîn. Û eger wek ku hûn xerabkar in ketma we bikin jî, bila kirinên we yên qenc bibînin û di Roja Edaletê de pesnê Xwedê bidin.
Ji bo xatirê Xudan, bi ya hemû sazûmanên mirovî bikin, dixwazî bila padîşahê ku di ser hemûyan re be,
an jî dixwazî bila ew waliyên ku ji aliyê wî ve hatine şandin bin, da ku xerabkaran ceza bikin û rûmetê bidin qencîkeran.
Çimkî daxwaza Xwedê ev e ku hûn bi kirina qenciyê dengê nezaniya mirovên bêaqil bibirin.
Mîna mirovên azad bijîn, lê belê azadiya xwe ji bo xerabîkirinê nekin hêcet, wek xulamên Xwedê bijîn.
Ji hemûyan re hurmetê bikin. Ji biratiyê hez bikin. Ji Xwedê bitirsin û ji padîşah re hurmetê bikin.
Xulamno! Bi hemû hurmetkariyê bi ya axayên xwe bikin; ne tenê bi ya qenc û berbiwêran, lê belê bi ya cirnexweşan jî bikin.
Çimkî eger yek bi neheqî cefayê bikişîne û ji ber ku ji Xwedê ditirse xemgîniyê radigire, ev li Xwedê xweş tê.
Eger ji ber xerabîkirinê li we bê xistin û hûn vê radigirin, ev ji bo we çi serbilindî ye? Lê eger hûn ji ber qencîkirinê cefayê bikişînin û hûn vê radigirin, ev li Xwedê xweş tê.
Erê, ji bo vê yekê hûn hatin gazîkirin. Çimkî Mesîh jî ji bo we cefa kişand û mînak ji we re hişt, da ku hûn li ser şopa wî herin.
«Wî qet guneh nekir Û peyveke bi hîle ji devê wî derneket.»
Çaxê ku dihat nizimkirin, wî bi nizimkirinê bersîv neda. Çaxê ku êş dikişand wî li kesî gef nexwar; lê wî xwe spart wî yê ku bi dadperwerî dîwanê dike.
Wî li ser xaçê, gunehên me di bedena xwe de hilgirtin, da ku em li hember gunehan mirî bin û ji bo rastdariyê bijîn. We bi birînên wî şîfa dît.
Çimkî hûn wek miyên ji rê averêyî bûn, lê belê niha hûn li Şivan û Çavdêrê canê xwe vegeriyan.
Jinno, bi vî awayî hûn jî bi ya mêrê xwe bikin. Wisa ku, eger hinek ji wan bi peyva Xwedê baweriyê neynin jî,
gava ew jiyana we ya hurmetkar û şîrhelal bibînin, bê gotin bi jiyana jina xwe bên qezenckirin.
Bila xemla we ne bi tiştên berbiçav, bi honandina porê xwe, bi wergirtina zêran û cilên spehî li xwe kirin be.
Lê bila xemla we ya ku xera nabe, bi heyina we ya veşartî, bi ruhê we yê rihet û nermê ku li ba Xwedê pirr hêja ye be.
Çimkî di demên berê de jî, jinên pîroz ên ku hêviya xwe bi Xwedê ve girêdabûn, bi qebûlkirina desthilatiya mêrên xwe, weha xwe dixemilandin.
Bi vî awayî Sarayê bi ya Birahîm kir û jê re got: «Mîrzayê min.» Eger hûn jî qenciyê bikin û ji tu tiştî nebizdin, hûn keçên wê ne.
Mêrno, bila bi vî awayî her yek di jiyana bi jina xwe re fêmdar û têgihîştî be, ji jina ku naziktir e re hurmetê bikin, çimkî ew bi xwe jî wêrisên kerema jiyanê ne. Wisa ku ji duayên we re asteng dernekeve.
Bi kurtî, hûn hemû hemfikir bin, derdên hev hilgirin, ji hevdû hez bikin, dilbirehm û nefsbiçûk bin.
Di şûna xerabiyê de xerabiyê nekin, di şûna nizimkirinê de jî nizim nekin. Bervajiyê vê, pîroz bikin, çimkî ji bo ku bereketê mîras bistînin hûn hatin gazîkirin.
Ji ber ku: «Yê ku ji jiyanê hez dike Û dixwaze rojên qenc bibîne, Bila zimanê xwe ji xerabiyê Û devê xwe ji gotina derew biparêze,
Bila ew xwe ji xerabiyê dûr bixe û qenciyê bike, Bila ew li aştiyê bigere û bikeve pey wê.
Çimkî çavên Xudan li ser yên rast in Û guhên wî ji bo duayên wan vekirî ne. Lê rûyê Xudan li hember xerabkaran e.»
Îcar, eger hûn ji dil û can bixwazin ya qenc bikin, kî wê xerabiyê li we bike?
Lê eger hûn di ber rastiyê de cefayê bikişînin jî, xwezî bi we! Ji tiştê ku ew ditirsin, hûn netirsin û nebizdin,
Lê Mesîh bi xudantî di dilê xwe de pîroz bikin. Hergav amade bin ku hûn bersîvê bidin her kesê ku sedemê wê hêviya ku di dilê we de ye dipirse.
Lê vê yekê bi nermî û hurmetê bikin. Bila wijdana we paqij be, da ew ên ku li ser jiyana we ya qenc a bi Mesîh bi xerabî dipeyivin di wan tiştên ku ketma we dikin de, bên şermezarkirin.
Eger bi daxwaza Xwedê be, çêtir e ku em ne di ber xerabîkirinê, lê di ber qencîkirinê de cefayê bikişînin.
Mesîh jî bi carekê ji bo gunehan cefa kişand, da ku me bigihîne Xwedê. Yê rast ji bo yên nerast mir. Ew di bedenê de hat kuştin, lê ji aliyê Ruh ve hat vejandin.
Ew bi ruh çû û ji ruhên di zîndanê de girtî re peyv got.
Van ruhan berê, yanî di dema Nûh de, çaxê ku gemî dihat çêkirin û Xwedê bi bîhnfirehî sebir dikir, neguhdarî kir. Di wê gemiyê de çend kes, yanî heşt nefs ji avê derketin, xilas bûn.
Ev jî mînaka imadê ye ya ku îro we xilas dike. Imad ne şuştina qirêja bedenê ye, lê belê ew li ber Xwedê daxwaza wijdana paqij e. Ev yek bi vejîna Îsa Mesîh pêk hat.
Ew hilkişiya ezmên, li milê Xwedê yê rastê ye û milyaket, desthilatî û hêz bi ya wî dikin.
Îcar çawa ku Mesîh di bedenê de cefa kişand, hûn jî bi eynî armancê xwe çekdar bikin. Çimkî yê ku di bedenê de cefa kişandiye, dev ji guneh berdaye.
Wisa ku di dema jiyana xwe ya mayî de, ne li gor xwestekên mirovî, lê li gor daxwaza Xwedê bijîn.
Êdî bes e ku we li gor xwestina pûtperestan dema jiyana xwe ya derbasbûyî bi bêedebî, şehwet, serxweşî, kêfkirina bi harîtî, şerabvexwarina civatî û di pûtperestiya pîs de derbas kir.
Ji wan re ecêb tê ku êdî hûn bi wan re li pey van pîsîtiyan nabezin û çêrî we dikin.
Lê ewê hesab bidin wî yê ku amade ye dîwana mirî û zindiyan bike.
Loma Mizgînî ji miriyan re jî hat dayîn, da ku di ruh de li gor Xwedê bijîn, bi ser ku ew di bedenê de wek mirovan hatine dîwankirin.
Dawiya her tiştî nêzîk e; loma sergiran bin û ji bo duakirinê li ser hişê xwe bin.
Berî her tiştî, bila hezkirina we ya ji hev re hergav germ be; çimkî hezkirin gelek gunehan dinixumîne.
Bê pitepit ji hevdû re mêvanperwer bin.
Her yek ji we, çi diyariya ruhanî standibe, bi wê wek şahneyên qenc ên kerema Xwedê ya cûr bi cûr, ji hev re xizmetê bikin.
Eger yek dipeyive, bila peyvên Xwedê bêje. Eger yek xizmetê dike, bila bi wê hêza ku Xwedê daye bike, da ku Xwedê di her tiştî de bi destê Îsa Mesîh bê birûmetkirin. Rûmet û karîn her û her ên wî ne. Amîn.
Hezkirîno, li ber tengahiyên wek êgir dijwar ên ku ji bo ceribandinê tên ser we, şaş nemînin û vê ecêb nebînin.
Lê belê şa bibin ku hûn bûne hevparên cefayên Mesîh, da ku çaxê rûmeta wî xuya bû, hûn bi dilgeşiyeke mezin gelek şa bibin.
Eger di ber navê Mesîh de hûn bên nizimkirin, xwezî bi we, çimkî Ruhê rûmetê, yanî Ruhê Xwedê li ser we dimîne.
Lê bila tu kes ji we, ji bo mêrkujî, dizî, xerabîkirin û têkilbûna karên hinekên din cefayê nekişîne.
Lê eger yek ji we ji ber ku Mesîhî ye cefayê bikişîne, bila ew şerm neke, lê bila bi vî navî pesnê Xwedê bide.
Çimkî wext hat ku dîwan ji mala Xwedê dest pê bike. Eger ji me dest pê bike, dawiya wan ên ku li gor Mizgîniya Xwedê nakin wê çawa be?
Û: «Eger yê rast zor xilas bibe, Êdî halê yê nepak û gunehkar wê çawa be?»
Ji ber vê yekê, yên ku li gor daxwaza Xwedê cefayê dikişînin, bila bi qencîkirinê xwe bispêrin Afirandarê dilsoz.
Ez ê ku yek ji rihspiyan im û şahidê cefayên Mesîh û hevparê wê rûmetê me, ku wê bê, ez hêvî ji rihspiyên nav we dikim:
Wek ku Xwedê ji we dixwaze, bi çavdêrîtî şivantiya keriyê Xwedê yê ku li ber we ye, ne ji mecbûrî lê ji dil bikin. Îcar vê ne ji bo qezenceke bêserûber, lê bi dilxwazî bikin.
Ne wek ku hûn hukumdariyê li wan ên ku li we hatine spartin bikin, lê belê ji bo kerî bibin mînak.
Îcar gava ku Serokşivan xuya bibe, hûnê taca rûmetê ya ku qet naçilmise bistînin.
Xortno, bi vî awayî bi ya rihspiyan bikin û hemû li hember hev nefsbiçûk bin. Çimkî: «Xwedê li hember pozbilindan disekine Lê keremê li nefsbiçûkan dike.»
Loma xwe di bin destê Xwedê yê hêzdar de nizim bikin, da ku di wextê xwe de we bilind bike.
Hemû xemên xwe bavêjin ser wî, çimkî ew xema we dixwe.
Li ser hişê xwe bin û hişyar bin. Neyarê we Îblîs, wek şêrekî ku dihumîne digere, ka ewê kê daqurtîne.
Di baweriyê de hîmgirtî li hember wî bisekinin; çimkî hûn dizanin birayên we jî li seranserê dinyayê eynî cefayê dikişînin.
Lê Xwedayê hemû keremê yê ku bi Mesîh Îsa hûn gazî rûmeta xwe ya herheyî kirine, piştî ku hûn demeke kurt cefayê bikişînin, ew bi xwe wê we nûvejen bike, xurt bike, hêzdar bike û we li ser bingehê qayîm bike.
Karîn her û her ji wî re be. Amîn.
Min bi destê Sîlas ê ku ez wî birayekî dilsoz hesab dikim, bi kurtî ji we re nivîsî, da ku ez we bişidînim û şahidî bikim ku kerema Xwedê ya rastîn ev e. Di vê de bimînin.
Civîna li Babîlê ya ku bi we re hatiye bijartin û kurê min Marqos jî silavan li we dike.
Bi ramûsana hezkirinê silavan li hev bikin. Silamet li ser we hemûyan be, hûn ên ku yên Mesîh in.
Ji xulam û Şandiyê Îsa Mesîh Şimûn Petrûs, ji wan re yên ku bi rastdariya Xwedayê me, Xilaskarê me Îsa Mesîh, bi me re gihîştine eynî baweriya giranbiha:
Di naskirina Xwedê û Xudanê me Îsa de kerem û aştî bi firehî li ser we be.
Bi naskirina wî yê ku bi rûmet û qenciya xwe gazî me kiriye, hêza wî ya xwedayî, her tiştê ku ji bo jiyan û xwedênasiyê pêwist e, da me.
Bi van tiştan wî sozên giranbiha û gelek mezin dane me, da ku hûn bi wan bibin hevparên tebîeta xwedayî û ji wê xerabûnê birevin, ku ji xwestekên dinyayê tê.
Erê, ji ber vê yekê hemû xîretkêşiyê bi kar bînin, bi baweriya xwe hêjabilindiyê peyda bikin, bi hêjabilindiyê zanînê,
bi zanînê xwegirtinê, bi xwegirtinê ragirtinê, bi ragirtinê jiyana xwedayî,
bi jiyana xwedayî birahezî û bi biraheziyê hezkirinê peyda bikin.
Çimkî eger hûn xwediyê van tiştan bin û ev di nav we de zêde bibin, hûn di naskirina Xudanê me Îsa Mesîh de bêkêr û bêber namînin.
Lê yê ku ji van tiştan bêpar e, kor e, dûr nabîne û ji bîra wî çûye ku ew ji gunehên xwe yên berê paqij bûye.
Ji ber vê yekê birano, xîretkêşiyê bikin ku hûn gazîkirin û hilbijartina xwe qayîm bikin. Eger hûn van tiştan bikin, hûn tu caran naterpilin.
Û bi vî awayî dergeh wê bi tevahî li ber we vebe, da ku hûn bikevin Padîşahiya herheyî ya Xudan û Xilaskarê me Îsa Mesîh.
Ji bo vê yekê, her çiqas hûn van tiştan dizanin û hûn bi wê rastiya ku bi we re ye hîmgirtî ne jî, ez dixwazim hergav van bînim bîra we.
Û heta ku ez di vê çadirê de me, ez vê yekê rast dibînim ku bi anîna bîra we, we hişyar bikim.
Çimkî wek ku Xudanê me Îsa Mesîh jî ji min re kifş kiriye, ez dizanim ku rakirina çadira min nêzîk e.
Îcar ezê xîretkêşiyê bikim, da ku piştî çûyîna min jî hûn hergav bikarin van tiştan bînin bîra xwe.
Çaxê ku me hêz û hatina Xudanê me Îsa Mesîh bi we da zanîn, em neketin pey çîrokên ku bi qurnazî ji ber xwe hatine çêkirin, lê me bi çavên xwe mezinahiya wî dît.
Çimkî gava ji rûmeta herî bilind dengekî weha jê re hat û got: «Kurê min ê delal ev e. Dilê min bi wî xweş e», hingê wî ji Bav Xwedê rûmet û siyanet stand.
Û gava em bi wî re li ser çiyayê pîroz bûn, ev dengê ku ji ezmên hat, me bi xwe bihîst.
Bi vî awayî peyva pêxemberîtiyê ji me re hê bêtir qayîm hat deranîn. Heta ku sibe zelal bibe û stêrka sibê di dilê we de derkeve, wek çiraya ku di tariyê de ronahî dide, hûnê qenc bikin ku hûn bala xwe bidin peyvên pêxemberîtiyê.
Divê berî her tiştî hûn vê bizanin ku tu pêxemberîtiya Nivîsara Pîroz ne ji şîrovekirina ji ber xwe çêkirî ye.
Çimkî pêxemberîtî tu caran bi daxwaza mirov nehatiye; lê belê mirovan bi rêberiya Ruhê Pîroz, peyv ji Xwedê gotine.
Lê çawa ku di nav gelê Îsraêl de pêxemberên derewîn hebûn, wisa wê di nav we de jî mamosteyên derewîn hebin. Ewê bi dizî hînkirinên wêranker bînin hundir û heta ewê wî Xudanê ku ew kirrîne jî înkar bikin. Lê belê ewê zûka helakê bînin ser xwe.
Gelek wê bikevin pey bêedebiya wan û ji rûyê wan wê çêrî riya rastiyê bê kirin.
Bi çavbirçîtiya xwe, ewê bi peyvên xapînok li ser pişta we biçêrin. Dîwanbûna ku ji berê ve ji bo wan e, dereng namîne û helaka wan naponije.
Çimkî Xwedê ew milyaketên ku guneh kirin jî nedirixandin, lê ew avêtin kortala bêbinî, da ku ew ji bo Roja Dawî di kûrahiya taristaniyê de bi zincîran girêdayî bên hilanîn.
Xwedê dinya berê jî nedirixand, lê çaxê wî tofan bi ser dinya nepakan de anî, wî bi tenê Nûh ê ku peyvbêjê rastdariyê bû û heftên din parastin.
Xwedê bajarên Sodom û Gomorayê jî sûcdar derxistin, ew kirin xwelî, wêran kirin û ji wan ên ku wê bi nepakî bijîn re kirin mînak.
Û mirovê rast Lût ê ku bi jiyana nepak a neheqan xemgîn bûbû rizgar kir.
Çimkî wî yê rast ê ku di nav wan de dijiya, kirinên wan ên neheq didît û dibihîst, roj bi roj cefa dida canê xwe yê rast.
Xudanê ku bi vî awayî kir, dizane ku çawa xwedênasan ji ceribandinê rizgar bike û yên ku neheqiyê dikin,
bi taybetî jî yên ku li pey xwesteka pîs ên nefsê dikevin û desthilatî kêm dibînin, ji bo cezakirinê heta Roja Dawî hiltîne. Evên curetkar û qure, ji çêrkirina yên xweyî rûmet natirsin.
Lê bi ser ku milyaket di hêz û karînê de ji wan mezintir in jî, li ber Xudan wan bi çêrkirinê sûcdar nakin.
Lê evên ha wek heywanên bêfêm û afirîdên bi fêmkirina xweheyî yên ku ji bo girtin û kuştinê çêbûne, çêrî tiştên ku jê fêm nakin, dikin. Ew jî wê wek wan heywanan di xerabûniya xwe de helak bibin
û ewê cezayê neheqiya xwe bikişînin. Roj li nava rojê, li zewq û sefa xwe dinêrin, vê yekê kêf dihesibînin. Evên ha, leke û rûreşî ne. Gava ew bi we re dixwin û vedixwin, ew bi xapandina xwe bi xwe kêfê dikin.
Çavên wan tije zîna ye, ji gunehkirinê têr nabin û canên xilupilo dixapînin. Dilê wan hînî çavbirçîtiyê bûye, ew zarokên nifirê ne.
Wan dev ji riya rast berda, varî bûn û riya kurê Beyor Balamê ku ji destmiza neheqiyê hez kir, girtin.
Îcar ji ber neheqiya wî li wî hat hilatin; kerê bê zar û ziman bi dengê mirovan peyivî û pêşî li harbûna pêxember girt.
Ev mirovên ha kaniyên bê av û mijên ku li ber bagerê tên ajotin in. Tariya reş ji bo wan hilanî ye.
Çimkî ew peyvên mezin û pûç dibêjin û bi xwestekên nefsê yên bêedeb, wan kesan dixapînin, yên ku nû ji mirovên di riya çewt de diçin, rizgar bûne.
Bi ser ku ew bi xwe xulamên xerabûnê ne, ji wan re soza azadiyê didin. Çimkî mirov dibe xulamê wî yê ku mirov bindest dike.
Çimkî, eger ew bi naskirina Xudan û Xilaskarê me Îsa Mesîh ji nepakiyên dinyayê rizgar bûbin û paşê dîsa li van tiştan bizivirin û bindest bibin, hingê halê wan ê paşî wê ji yê pêşî xerabtir be.
Çimkî, eger piştî ku wan riya rastiyê zanî û ji pey emrê pîroz ê ku li wan hatibû spartin vegeriyabin, hingê nezanîna riya rastiyê wê ji bo wan hê çêtir bûya.
Erê, wek vê mesela rast hat serê wan: «Kûçik li vereşîna xwe vedigere» û: «Beraz piştî şuştinê Dîsa xwe di nav herriyê de digevizîne.»
Hezkirîno, niha ev nameya min a diduyan e ku ez ji we re dinivîsim. Di herduyan de jî ez fikrên we yên paqij hişyar dikim, tînim bîra we.
Ez dixwazim ku hûn gotinên ku ji berê ve ji aliyê pêxemberên pîroz ve hatine gotin û emrên ku Xudan û Xilaskar bi destê Şandiyên we dane, bînin bîra xwe.
Berî her tiştî vê bizanin ku di rojên dawîn de tinazkar wê derkevin, li gor xwestekên xwe rêve herin, tinazan bikin
û bêjin: «Ka soza hatina wî li ku derê ma? Ji mirina bav û kalan ve, her tişt wekî destpêka afirandinê berdewam dike!»
Lê ew bi vîna xwe vê yekê ji bîr dikin ku bi peyva Xwedê, ji berê ve ezman hebûn û erd jî bi avê, ji nav avê peyda bû.
Û bi avê, dinya berê bi tofanê helak bû.
Lê erd û ezmanên niha jî bi eynî peyvê ji bo êgir tên hilanîn; ew ji bo roja dîwankirin û helakkirina nepakan tên hiştin.
Lê hezkirîno, vî tiştî ji bîr nekin ku li ba Xudan rojek wek hezar salî ye û hezar sal jî wek rojekê ye.
Wek ku hinek guman dikin, Xudan di soza xwe de bi derengî nakeve, lê belê bîhna xwe li we fireh dike û naxwaze ku kesek helak bibe, lê dixwaze ku hemû tobe bikin.
Lê Roja Xudan wê wek dizan bê. Di wê rojê de ezman wê bi guregureke mezin winda bibin, hêman wê bişewitin, erd û her tiştê ku tê de ye wê ji hev bikeve, tune bibe.
Îcar, eger ev hemû tişt wê bi vî awayî ji hev belav bibin, divê ku hûn mirovên çawa bin? Divê ku hûn di jiyana pîroz û xwedayî de bijîn.
Li hêviya Roja Xwedê bin û hatina wê bi lez bixin. Wê rojê ezman wê bişewitin û belav bibin û hêman wê bi kelegermî bihelin.
Lê li gor soza wî, em li hêviya erdekî nû û ezmanên nû ne ku rastî wê di wan de bimîne.
Ji ber vê yekê hezkirîno, madem ku hûn li hêviya van tiştan in, xîretkêşiyê bikin ku hûn li ber wî bêleke, bêkêmahî û di aştiyê de bin.
Îcar bîhnfirehiya Xudanê me xilasî hesab bikin, çawa ku birayê me yê hezkirî Pawlos jî, li gor şehrezayiya ku ji wî re hatiye dayîn, ji we re nivîsiye.
Ew di hemû nameyên xwe de li ser van tiştan dibêje. Di wan de hin tişt hene ku fêmkirina wan zehmet e. Yên nezan û dilê wan xilupilo, wek ku di nivîsarên pîroz ên din de dikin, van jî çewt şîrove dikin û bi kirina vê yekê helakbûna xwe tînin.
Loma hezkirîno, wek ku hûn ji pêşî ve van tiştan dizanin, hay ji xwe hebin, da ku hûn bi xapandina yên neheq neyên xirandin û ji nelebtebûna xwe nekevin.
Lê di kerem û naskirina Xudan û Xilaskarê me Îsa Mesîh de bigihîjin. Rûmet niha û her û her ji wî re be. Amîn.
Ev Peyva ku em bi we didin bihîstin, Peyva jiyanê ye. Ew ji destpêkê ve hebû, me bihîstiye, me bi çavên xwe dîtiye, me lê nêriye û dest daye wê.
Ev jiyan xuya bû, me ew dît û em jê re şahidiyê dikin û em wê jiyana herheyî ya ku bi Bav re bû û ji me re xuya bû, bi we didin zanîn.
Tiştê ku me dîtiye û bihîstiye, em bi we jî didin zanîn, da ku hevpariya we jî bi me re hebe. Bi rastî hevpariya me bi Bav û bi Kurê wî Îsa Mesîh re ye.
Em van tiştan ji we re dinivîsin, da ku şahiya me temam be.
Tiştê ku me ji wî bihîstiye û peyva ku em dixwazin bi we bidin bihîstin ev e: Xwedê ronahî ye û li ba wî qet tarî tune ye.
Eger em bêjin: «Hevpariya me bi wî re heye» û hê jî em di tariyê de rêve herin, em derewan dikin û li gor rastiyê nakin.
Lê eger em di ronahiyê de rêve herin, wek ku ew di ronahiyê de ye, hevpariya me bi hevdû re heye û xwîna Kurê wî Îsa, me ji her gunehî paqij dike.
Eger em bêjin: «Gunehê me tune», em xwe dixapînin û rastî bi me re tune.
Lê eger em gunehên xwe eşkere bikin, ew dilsoz û rastîparêz e ku li gunehên me bibihûre û me ji her neheqiyê paqij bike.
Eger em bêjin: «Me guneh nekiriye», em wî derewker dikin û peyva wî bi me re tune.
Zarokên min ên delal, ez van tiştan ji we re dinivîsim, da ku hûn guneh nekin. Lê eger yek guneh bike, li ba Bav, mehdervanê me Îsa Mesîhê rastdar heye.
Ew ji bo gunehên me berdêla lêbihûrtinê ye; ne tenê ji bo yên me, lê ji bo gunehên hemû dinyayê jî.
Bi vê yekê em dizanin ku em wî nas dikin; eger em emrên wî bînin cih.
Yê ku bêje: «Ez wî nas dikim», lê emrên wî neyne cih, derewkar e û li ba wî rastî tune.
Lê kî ku gotina wî bigire, bi rastî hezkirina Xwedê li ba wî temam bûye. Bi vê em dizanin ku em bi wî re ne:
Yê ku bêje: «Ez bi wî re dimînim», divê wek ku Îsa rêve çûye, ew jî rêve here.
Hezkirîno, ne ku ez emrekî nû ji we re dinivîsim, lê ez wî emrê kevin ê ku ji destpêkê ve li we bû dinivîsim. Emrê kevin ew peyv e ya ku we bihîstiye.
Dîsa jî ez emrekî nû ji we re dinivîsim. Rastiya wî hem li ba wî û hem li ba we xuya ye. Çimkî tarî derbas dibe û ronahiya rastîn ji xwe şewq dide.
Yê ku bêje: «Ez di ronahiyê de me» û ji birayê xwe nefret bike, hê jî ew di tariyê de ye.
Yê ku ji birayê xwe hez dike, di ronahiyê de dimîne û ji bo wî sedemê terpilînê tune.
Lê yê ku ji birayê xwe nefret dike, di tariyê de ye, di tariyê de rêve diçe û nizane ku diçe ku derê, çimkî tariyê çavên wî kor kirine.
Zarokên min, ez ji we re dinivîsim, Çimkî di ber navê wî de li gunehên we hatiye bihûrtin.
Bavno, ez ji we re dinivîsim, Çimkî hûn, yê ji destpêkê ve heyî nas dikin. Xortno, ez ji we re dinivîsim, Çimkî hûn li hember Yê Xerab bi ser ketin.
Zarono, ez ji we re dinivîsim, Çimkî hûn Bav nas dikin. Bavno, ez ji we re dinivîsim, Çimkî hûn, yê ji destpêkê ve heyî nas dikin. Xortno, ez ji we re dinivîsim, Çimkî hûn bi hêz in û peyva Xwedê bi we re dimîne Û hûn li hember Yê Xerab bi ser ketin.
Ji dinyayê û tiştên ku di dinyayê de ne, hez nekin. Eger yek ji dinyayê hez bike, hezkirina Bav bi wî re tune.
Çimkî her tiştê ku di dinyayê de ye, xwesteka nefsê, xwesteka çavan û quretiya maldariyê, ne ji Bav, lê ji dinyayê ne.
Îcar dinya û xwesteka wê derbas dibe, lê yê ku daxwaza Xwedê dike her û her dijî.
Zarono, saeta dawî ye! Wek ku we bihîstiye, yê ku dijberê Mesîh e wê bê û niha jî gelek dijberên Mesîh derketine. Ji wê yekê em dizanin ku saeta dawî ye.
Ew ji nav me derketin, lê belê ew ne ji me bûn. Eger ew ji me bûna, wê bi me re bimana. Lê çûna wan diyar kir ku ew hemû ne ji me ne.
Lê hûn ji aliyê Yê Pîroz ve bi Ruh hatine meshkirin û hûn hemû jî rastiyê dizanin.
Ne ji ber ku hûn rastiyê nizanin ez ji we re dinivîsim, lê ji ber ku hûn dizanin. Û hûn dizanin ku her derew ne ji rastiyê ye.
Ji yê ku dibêje: «Îsa ne Mesîh e» pê ve, kî derewkar e? Dijberê Mesîh ew e ku hem Bav û hem jî Kur înkar dike.
Di dilê her kesê ku Kur înkar dike de Bav jî tune, lê di dilê yê ku Kur eşkere dike de, Bav jî heye.
Bila tiştê ku we ji destpêkê ve bihîstiye, bi we re bimîne. Eger tiştê ku we ji destpêkê ve bihîstiye bi we re bimîne, hûn jî, hûnê bi Kur û bi Bav re bimînin.
Îcar ev soza ku wî daye me jiyana herheyî ye.
Min ev tişt li ser wan ên ku dixwazin we bixapînin ji we re nivîsîn.
Îcar heçî hûn in, ew Ruhê ku Mesîh hûn pê mesh kirine bi we re dimîne û hewcedariya we bi hînkirina tu kesî tune. Çimkî mesha wî, li ser her tiştî çawa hînî we bike, rast e, ne derew e û çawa hînî we kiribe, bi Mesîh re bimînin.
Û niha, zarono, bi wî re bimînin, da ku gava ew xuya bibe, cesareta me hebe û em di hatina wî de, li ber wî şermî nebin.
Madem ku hûn dizanin ew rastdar e, hûn dizanin her kesê ku rastdariyê dike ji wî çêbûye.
Binêrin, Bav çiqas ji me hez kir ku em zarokên Xwedê bên gazîkirin! Û em ew in. Ji ber vê yekê dinya me nas nake, çimkî ew nas nekir.
Hezkirîno, niha em zarokên Xwedê ne û hê ne eşkere ye ku emê bibin çi. Lê em vê yekê dizanin: Gava ku ew xuya bibe, emê bibin wek wî. Çimkî ew çawa ye, emê wî wisa bibînin.
Her kesê ku hêviya xwe bi wî ve girêdide, wek ku ew paqij e, xwe paqij dike.
Her kesê ku guneh dike, li hember Şerîetê radibe; çimkî guneh li hember Şerîetê rabûn e.
Hûn dizanin ku ew xuya bû, da ku guneh rake; û li ba wî guneh tune.
Her kesê ku bi wî re dimîne, guneh nake; her kesê ku guneh dike, ne ew dîtiye û ne jî ew nas kiriye.
Zarono, bila kes we nexapîne. Yê ku rastdariyê dike rastdar e, çawa ku ew rastdar e.
Yê ku guneh dike ji Îblîs e, çimkî Îblîs ji destpêkê ve guneh dike. Ji bo vê yekê Kurê Xwedê xuya bû, da ku karên Îblîs xera bike.
Her kesê ku ji Xwedê çêbûye guneh nake, çimkî tovê Xwedê di dilê wî de dijî û ew nikare guneh bike, ji ber ku ew ji Xwedê çêbûye.
Zarokên Xwedê û zarokên Îblîs bi vê yekê ji hev kifş dibin: Her kesê ku rastdariyê nake ne ji Xwedê ye û yê ku ji birayê xwe hez nake jî ne ji Xwedê ye.
Çimkî gotina ku we ji destpêkê ve bihîstiye ev e ku em ji hevdû hez bikin.
Em ne wek Qayîn bin ê ku ji Yê Xerab bû û birayê xwe kuşt. Û çima wî ew kuşt? Ji ber ku kirinên wî bi xwe xerab bûn, lê yên birayê wî rast bûn.
Gelî birayan, eger dinya ji we nefret bike, şaş nemînin.
Em dizanin ku em ji mirinê gihîştine jiyanê, çimkî em ji birayan hez dikin. Yê ku hez nake di mirinê de dimîne.
Her kesê ku ji birayê xwe nefret dike, mêrkuj e û hûn dizanin ku jiyana herheyî bi tu mêrkujî re tune.
Em hezkirinê bi vê yekê dizanin: Îsa canê xwe di ber me de da û divê em jî di ber birayan de canê xwe bidin.
Eger malê dinyayê bi kesekî re hebe û birayê xwe di rewşeke hewcedar de bibîne û dilê wî pê neşewite, çawa hezkirina Xwedê di dilê wî de dimîne?
Zarono, ne bi gotin û peyvê, lê bi kirin û rastiyê em hez bikin.
Û bi vê yekê emê bizanin ku em ji rastiyê ne û li ber wî emê dilê xwe rihet bikin.
Eger dilê me, me sûcdar derxe, Xwedê ji dilê me mezintir e û ew her tiştî dizane.
Hezkirîno, eger dilê me, me sûcdar dernexe, li ber Xwedê cesareta me heye
û em her çi bixwazin emê jê bistînin. Çimkî em emrên wî tînin cih û em tiştên ku li wî xweş tên dikin.
Emrê wî ev e ku em baweriya xwe bi navê Kurê wî Îsa Mesîh bînin û ji hevdû hez bikin, wek ku wî li me emir kiriye.
Yê ku emrên wî tîne cih, bi Xwedê re dimîne û Xwedê jî bi wî re dimîne. Em bi vê yekê dizanin ku ew bi me re dimîne: Bi Ruhê ku daye me.
Hezkirîno, ji her ruhî bawer nekin, lê ruhan biceribînin ka ew ji Xwedê ne an ne. Çimkî gelek pêxemberên derewîn derketin dinyayê.
Hûn bi vê yekê Ruhê Xwedê nas dikin: Her ruhê ku eşkere dike, Îsa Mesîh bi xwîn û goşt hatiye, ji Xwedê ye,
lê her ruhê ku Îsa eşkere nake, ne ji Xwedê ye. Û ruhê dijberê Mesîh ê ku we li ser bihîstiye wê bê, ev e û ji xwe niha di dinyayê de ye.
Zarono, hûn ji Xwedê ne û hûn li hember pêxemberên derewîn bi ser ketin. Çimkî yê ku bi we re ye, ji yê ku di dinyayê de ye mezintir e.
Ew ji dinyayê ne, ji ber vê yekê gotina wan ji dinyayê ye û dinya guhdariya wan dike.
Em ji Xwedê ne. Yê ku Xwedê nas dike guhdariya me dike, lê yê ku ne ji Xwedê ye guhdariya me nake. Em bi vê yekê Ruhê rastiyê û ruhê derewîn nas dikin.
Hezkirîno, em ji hevdû hez bikin; çimkî hezkirin ji Xwedê ye û her kesê ku hez dike, ji Xwedê çêbûye û Xwedê nas dike.
Yê ku hez nake, Xwedê nas nake, çimkî Xwedê hezkirin e.
Hezkirina Xwedê bi vê yekê di nav me de xuya bû: Xwedê Kurê xwe yê yekta şand dinyayê, da ku em bi wî bijîn.
Hezkirin ev e, ne ku me ji Xwedê hez kir, lê wî ji me hez kir û Kurê xwe şand, ku di ber gunehên me de bibe berdêl.
Hezkirîno, madem ku Xwedê bi vî awayî ji me hez kir, divê em jî ji hevdû hez bikin.
Tu caran, tu kesî Xwedê nedîtiye; eger em ji hevdû hez bikin, Xwedê bi me re dimîne û hezkirina wî bi me re bêkêmahî dibe.
Bi vê yekê em dizanin ku em bi wî re dimînin û ew bi me re dimîne, çimkî wî ji Ruhê xwe daye me.
Me dît û em şahidiyê dikin ku Bav Kurê xwe şand ku bibe Xilaskarê dinyayê.
Eger yek bi eşkereyî bêje: «Îsa Kurê Xwedê ye», Xwedê bi wî re dimîne û ew jî bi Xwedê re dimîne.
Û em hezkirina Xwedê ya ku ji bo me ye dizanin û jê bawer dikin. Xwedê hezkirin e û yê ku di hezkirinê de dimîne, bi Xwedê re dimîne û Xwedê bi wî re dimîne.
Hezkirin bi vî awayî di nav me de temam bûye, da ku di Roja Dawî de cesareta me hebe, çimkî ew çawa be, li vê dinyayê em jî wisa ne.
Di hezkirinê de tirs tune, lê hezkirina temam tirsê ji dil derdixe; çimkî di tirsê de cefa heye û yê ku ditirse di hezkirinê de bêkêmahî nebûye.
Em hez dikin, çimkî pêşî wî ji me hez kir.
Eger yek bêje: «Ez ji Xwedê hez dikim» û ji birayê xwe nefret bike, derewkar e. Çimkî yê ku ji birayê xwe yê ku dibîne hez neke, nikare ji Xwedayê ku nabîne hez bike.
Emrê ku me jê standiye ev e: Yê ku ji Xwedê hez dike, bila ji birayê xwe jî hez bike.
Her kesê ku bawer dike ku Îsa, Mesîh e, ji Xwedê çêbûye û her kesê ku ji Bav hez dike, ji zarokê Bav jî hez dike.
Çaxê ku em ji Xwedê hez bikin û emrên wî pêk bînin, hingê em dizanin ku em ji zarokên Xwedê hez dikin.
Çimkî hezkirina Xwedê ev e, ku em emrên wî bînin cih. Û emrên wî ne giran in.
Çimkî her kesê ku ji Xwedê çêbûye li hember dinyayê bi ser dikeve. Û bi vî awayî em li hember dinyayê bi ser dikevin, yanî bi baweriya xwe.
Ji wî yê ku bawer dike ku Îsa Kurê Xwedê ye pê ve, kî li hember dinyayê bi ser dikeve?
Yê ku bi av û xwînê hat Îsa Mesîh e. Ew ne tenê bi avê, lê bi av û xwînê hat. Û ya ku şahidiyê vê dike Ruh e; çimkî Ruh rastî ye.
Yên ku şahidiyê dikin sisê ne:
Ruh, av û xwîn. Û şahidiya her siyan yek e.
Eger em şahidiya mirovan qebûl bikin, şahidiya Xwedê hê mezintir e; çimkî ev, şahidiya Xwedê ya li ser Kurê wî ye.
Yê ku baweriyê bi Kurê Xwedê tîne, ev şahidî di dilê wî de ye. Yê ku ji Xwedê bawer nake, wî ew derewker kiriye, çimkî wî bawerî bi şahidiya ku Xwedê ji bo Kurê xwe kiriye, neaniye.
Şahidî ev e: Xwedê jiyana herheyî daye me û ev jiyan di Kurê wî de ye.
Yê ku Kur di dilê wî de ye, jiyana wî heye, yê ku Kurê Xwedê di dilê wî de tune, jiyana wî tune.
Ez van tiştan ji we re, ji yên ku baweriyê bi navê Kurê Xwedê tînin re, dinivîsim, da ku hûn bizanin jiyana we ya herheyî heye.
Cesareta me ya li ber wî ev e: Çaxê em tiştekî li gor daxwaza wî bixwazin, ew guhê xwe dide me.
Û eger em bizanin ku em her çi bixwazin ew guh dide me, hingê em dizanin tiştên ku me jê xwestine, me standine.
Eger yek bibîne ku birayê wî gunehekî ku mirinê nayne dike, bila ji Xwedê bixwaze û ewê jiyanê bide wî yê ku gunehê ku mirinê nayne kiriye. Gunehê ku mirinê tîne heye; ez nabêjim bila ji bo gunehekî weha dua bike.
Her neheqî guneh e; lê gunehê ku mirinê nayne heye.
Em dizanin her kesê ku ji Xwedê çêbûye guneh nake, lê Nixuriyê Xwedê wî diparêze û Yê Xerab dest nade wî.
Em dizanin ku em ji Xwedê ne û tevahiya dinyayê di bin desthilatiya Yê Xerab de ye.
Em dizanin ku Kurê Xwedê hatiye û ji bo ku em Yê Rast nas bikin, fêmdarî daye me. Û em bi Yê Rast re, bi Kurê wî Îsa Mesîh re ne. Xwedayê rast û jiyana herheyî ev e.
Zarono, xwe ji pûtan biparêzin.
Ji vî rihspiyî, ji sitiya bijartî û zarokên wê re, ji yên ku ez bi rastiyê ji wan hez dikim re. Ne tenê ez, lê hemû yên ku rastiyê dizanin jî ji wan hez dikin.
Çimkî rastî di dilê me de dimîne û wê her û her bi me re be:
Rehm, kerem û aştî ji Bav Xwedê û ji Kurê Bav Îsa Mesîh, di rastî û hezkirinê de wê li ser me be.
Min dît ku hin zarokên te li gor emrê ku me ji Bav standiye, di rastiyê de rêve diçin û ez bi vê yekê gelek şa bûm.
Lê niha, sitiya delal, ne wek ku emrekî nû ez ji te re dinivîsim, lê li gor emrê ku ji destpêkê ve li me hatiye kirin, ez ji te hêvî dikim ku em ji hevdû hez bikin.
Îcar hezkirin ev e ku em li gor emrên wî rêve herin. Wek ku we ji destpêkê ve bihîstiye, emir ev e ku hûn di hezkirinê de rêve herin.
Gelekên ku xelkê dixapînin, li dinyayê belav bûn. Ew eşkere nakin ku Îsa Mesîh bi xwîn û goşt hatiye. Yê ku xapînok e û dijberê Mesîh e, ev e.
Hay ji xwe hebin, da ku hûn tiştê ku we di ber de keda xwe daye winda nekin, lê xelata xwe bi tevahî bistînin.
Her kesê ku zêde diçe û di hînkirina Mesîh de namîne, di dilê wî de Xwedê tune. Di dilê wî yê ku di hînkirina Mesîh de dimîne, hem Bav û hem jî Kur heye.
Eger yek bê ba we û vê hînkirinê neyne, wî nehewînin malê û silavê nedinê.
Çimkî, kî silavê bide wî, dibe hevparê kirinên wî yên xerab.
Hê gelek tiştên ku ez ji we re binivîsim hene, lê min nexwest ku ez bi kaxez û bi hibrê binivîsim. Ez hêvî dikim ku ez bêm ba we û rû bi rû bi we re bipeyivim, da ku şahiya me temam bibe.
Zarokên xwişka te ya bijartî silavan li te dikin.
Ji yê rihspî, ji Gayosê hezkiriyê ku ez bi rastî jê hez dikim re.
Hezkiriyo, wek ku canê te di rihetiyê de ye, ez dua dikim ku tu di hemû tiştan de di rihetî û di saxiyê de bî.
Ez gelek şa bûm çaxê ku çend bira hatin û li ser dilsoziya te ya ji rastiyê re şahidî kirin ku tu çawa di rastiyê de rêve diçî.
Ji bo min, ji vê yeka ku ez dibihîzim zarokên min di rastiyê de rêve diçin, şahiyeke mezintir tune.
Hezkiriyo, ji birayan re, heta ji yên nenas re, tu her çi dikî, bi dilsozî dikî.
Wan li ber civîna bawermendan li ser hezkirina te şahidî kir. Îcar tu wan bi awayekî ku hêjayî Xwedê ye bi rê bikî, tê qenc bikî.
Çimkî ew ji bo navê Mesîh ketin rê û ji yên ku bawer nakin tiştek nestandin.
Loma divê em yên weha qenc qebûl bikin, da ku em ji rastiyê re bibin hevalkar.
Min ji civînê re hin tişt nivîsîn, lê Diyotrefîsê ku dixwaze xwe di nav wan de derxe pêş, me qebûl nake.
Ji ber vê yekê gava ku ez bêm, ezê balê bikişînim ser wan fesadiyên ku bi peyvên xerab li hember me kirine. Ew qîma xwe bi van fesadiyan tenê nayne, birayan qebûl nake û rê nade wan ên ku qebûl dikin jî. Bi ser de jî, ew wan ji civînê davêje derve.
Hezkiriyo, tu çavê xwe nede tiştê xerab, lê bide tiştê qenc. Yê ku qenciyê dike ji Xwedê ye; yê ku xerabiyê dike Xwedê nedîtiye.
Hemû li ser qenciya Dîmîtriyos şahidiyê dikin, heta rastî bi xwe jî şahidiyê dike. Em jî ji bo wî şahidiyê dikin û tu dizanî ku şahidiya me rast e.
Gelek tiştên ku ez ji te re binivîsim hene, lê ez naxwazim ku bi kaxez û bi hibrê binivîsim.
Lê ez hêvî dikim ku di nêzîk de ezê te bibînim, hingê emê bi hev re rû bi rû bipeyivin.
Aştî li ser te be. Dost silavan li te dikin. Nav bi nav silavan li dostan bike.
Ji Cihûda, xulamê Îsa Mesîh û birayê Aqûb, ji gazîkiriyên ku ji aliyê Bav Xwedê ve tên hezkirin û bi Îsa Mesîh tên parastin re:
Aştî, rehm û hezkirin ji we re zêde bibe.
Hezkirîno, çaxê min bi xîretkêşî xwest li ser xilasiya me ya hevpar ji we re binivîsim, min xwe mecbûr dît ku ez binivîsim û ji we hêvî bikim ku hûn, ji bo baweriya ku yekcar li pîrozan hatiye spartin, tekoşînê bikin.
Çimkî hin mirovên nepak ên ku kerema Xwedayê me bi bêedebiyê diguherin û Mîrzayê me yê tenê Xudanê me Îsa Mesîh înkar dikin, bi dizî ketin nav we. Ew ji berê ve ji bo vê dîwanê hatine destnîşankirin.
Îcar her çiqas hûn her tiştî dizanin jî, ez dixwazim bînim bîra we ku Xudan gelê xwe ji diyarê Misrê xilas kiribe jî, yên ku bawer nekirin, piştre helak kirin.
Û wî ew milyaketên ku serwertiya xwe neparastin, lê belê dev ji rûniştgehên xwe berdan, bi zincîrên herheyî ji bo dîwana Roja Mezin di bin tariyê de hilanîn.
Bi eynî awayî Sodom, Gomora û bajarên der û dora wan jî wek wan fuhûşî kirin û ketin pey bedenên din. Ew bajar bi kişandina cezayê agirê herheyî bûn mînak.
Lê evên ha jî bi eynî awayî dikevin pey xeyalan û bedenê murdar dikin, hukumdariya Xudan red dikin û çêrî yên xweyî rûmet dikin.
Lê belê gava ku serekmilyaket Mîxayîl li hember Îblîs derket û ji bo cesedê Mûsa munaqeşe kir, ranebû ku bi çêrkirinê wî sûcdar bike. Lê tenê got: «Bila Xudan dengê xwe li te hilde!»
Lê evên ha, çêrî tiştên ku nizanin dikin û wek heywanên bêfêm, bi tiştên ku ji ber xwe fêm dikin, helak dibin.
Wey li wan! Ew li ser riya Qayîn çûn û ji bo qezencê xwe avêtin nav xapandina Balam û di serhildana Qorax de helak bûn.
Evên ha di ziyafetên we yên hezkirinê de bê tirs dixwin û vedixwin, ew leke ne. Ew mîna wan şivanan in ku bi tenê xwe xweyî dikin. Ewrên bêbaran in ên ku li ber bayê diçin; darên payîzê yên bêfêkî ne, ew du caran mirine û ji ra ve hatine hilkirin.
Ew wek şeqilên deryayê yên hêç ên ku kef didin, şerma xwe direşînin. Ew wek stêrên serserî ne ku ji bo wan tariya reş her û her hatiye hilanîn.
Henoxê ku piştî Adem ji nifşê heftan e li ser wan weha pêxemberîtî kir: «Va ye, Xudan bi deh hezarên xwe yên pîroz ve hat,
da ku dîwana hemûyan bike û ji bo hemû kirinên nepak ku wan bi nepakiyê kirine û ji bo hemû tiştên hişk ên ku gunehkarên nepak li hember Xudan gotine, bala her yekî bikişîne ser sûcê wî.»
Evên ha pitepit dikin, gazinan dikin, li gor xwestekên xwe rêve diçin, devê wan peyvên mezin dibêjin, ji bo qezencê siyaneta xelkê digirin.
Lê hûn, ey hezkirîno, gotinên ku ji pêşî ve ji aliyê Şandiyên Xudanê me Îsa Mesîh ve hatine gotin, bînin bîra xwe,
ku ji we re digotin: «Di dema dawî de tinazkarên ku li gor xwestekên xwe yên nepak rêve diçin, wê derkevin.»
Ev ew in, ên ku dubendiyê dikin, nefsanî ne û ji Ruh bêpar in.
Lê hûn, ey hezkirîno, xwe li ser baweriya xwe ya herî pîroz ava bikin, bi Ruhê Pîroz dua bikin,
xwe di hezkirina Xwedê de bigirin û ji bo jiyana herheyî li hêviya rehma Xudanê me Îsa Mesîh bimînin.
Li yên ku dudilî ne, rehmê bikin.
Yên ku di nav êgir de ne, bikişînin û xilas bikin, li hinekên din bi tirs werin rehmê, lê heta bila cênika we ji kirasên ku ji bedena gunehkar lewitîne jî biçe.
Xilaskarê me Xwedayê tenê, dikare we ji ketinê biparêze û bi şahiyeke mezin, bêleke we derxe ber rûmeta xwe;
bila ji beriya deman ve, niha û her û her, bi destê Xudanê me Îsa Mesîh rûmet, mezinahî, karîn û desthilatî jê re be. Amîn.
Ev peyxama Îsa Mesîh e ya ku Xwedê da wî, da ku wan tiştên ku divê di nêzîk de çêbin nîşanî xulamên wî bide. Û wî ev bi destê milyaketê xwe şand û ew bi xulamê xwe Yûhenna da zanîn.
Yûhenna jî li ser wan hemû tiştên ku wî dîtibûn şahidî kir, yanî li ser peyva Xwedê û li ser şahidiya Îsa Mesîh.
Xwezî bi wî yê ku van peyvên pêxemberîtiyê dixwîne û xwezî bi wan ên ku guhdariya wan dikin û tiştên ku di wê de hatine nivîsîn digirin. Çimkî wext nêzîk e.
Ji Yûhenna, ji heft civînên bawermendan re yên ku li herêma Asyayê ne: Ji Yê ku Heye, Yê ku Hebû û Yê ku Wê Bê û ji heft ruhên ku li ber textê wî ne
û ji Îsa Mesîhê ku şahidê dilsoz, nixuriyê miriyan û serokê padîşahên erdê ye, kerem û aştî li ser we be. Rûmet û karîn her û her ji wî re be, ku ji me hez dike û bi xwîna xwe em ji gunehên me azad kirine û em ji Bavê xwe Xwedê re kirine padîşahî û kahîn. Amîn.
Va ye, ew bi ewran re tê. Her çav wê wî bibîne, heta ew ên ku bedena wî qul kirine jî. Û hemû gelên dinyayê wê li ser wî li xwe bixin. Erê. Amîn.
Xudan Xwedê, Yê ku Heye, Yê ku Hebû û Yê ku Wê Bê, Karîndarê her tiştî, dibêje: «Alfa û Omêga Ez im.»
Ez birayê we Yûhenna me yê ku bi Îsa re di tengahiyê de, di padîşahiyê û di bîhnfirehiyê de hevparê we ye. Ez di ber peyva Xwedê û di ber şahidiya Îsa de li wê giravê bûm ku jê re Patmos tê gotin.
Di roja Xudan de Ruh hat ser min û min li pişt xwe dengekî bilind bihîst ku wek dengê boriyê bû
û digot: «Tiştê ku tu dibînî, di kitêbê de binivîse û ji heft civînên bawermendan re bişîne, yên ku li Efes, Izmîr, Pergama, Tiyatîra, Sardeys, Filadelfiya û li Lawdikyayê ne.»
Ez zivirîm, da ku ez wî dengê ku bi min re dipeyive bibînim. Îcar gava ez zivirîm, min heft şamdankên zêrîn dîtin.
Di navenda çiradankan de min yek dît ku mîna Kurê Mirov bû, cilek heta bi lingan dirêj wergirtibû û kembereke zêrîn li singê wî girêdayî bû.
Porê serê wî spî bû, wek livaya spî, mîna berfê bû. Û çavên wî wek pêta êgir bûn.
Lingên wî wek wî tûncê xas ê ku di firnê de hatiye sorkirin dibiriqî û dengê wî wek dengê xuşîna aveke boş bû.
Û di destê wî yê rastê de heft stêr hebûn û ji devê wî şûrekî dudevî yê tûj derdiket. Rûyê wî wek wê roja ku bi hemû hêza xwe şewq dide bû.
Gava min ew dît, ez wek yekî mirî ketim ber lingên wî. Wî jî destê xwe yê rastê danî ser min û got: «Netirse, ez Yê pêşî û Yê Paşî me.
Û Yê Zindî ez im. Ez mirî bûm, lê va ye, ez her û her dijîm. Û miftên mirinê û yên diyarê miriyan bi min re ne.
Îcar tiştên ku tu niha dibînî, tiştên ku bûne û yên ku ji niha û pê ve wê bibin, binivîse.
Sira van stêrên ku te di destê min yê rastê de dîtine û ya heft şamdankên zêrîn ev e: Heft stêr milyaketên heft civînên bawermendan in û heft şamdank heft civîn in.
«Ji milyaketê civîna bawermendên Efesê re binivîse: ‹Yê ku heft stêran di destê xwe yê rastê de digire û di navenda heft şamdankên zêrîn de rêve diçe, van tiştan dibêje:
Ez bi kirinên te, bi xebata te û bi bîhnfirehiya te dizanim. Û ez dizanim ku tu nikarî xeraban ragirî. Û yên ku ji xwe re dibêjin şandî, lê ne şandî ne, te ew ceribandin û derewîn derxistin.
Tu bîhnfireh î û te di ber navê min de li ber xwe da û tu newestiyayî.
Lê belê gazineke min ji te heye: Te dev ji hezkirina xwe ya pêşî berdaye.
Îcar bîne bîra xwe ku tu ji ku derê ketiyî; tobe bike û karên pêşî bike. An ku tu tobe nekî, ezê bêm te û ezê şamdanka te ji cihê wê rakim.
Lê belê tiştekî te yê qenc heye: Tu ji kirinên Nîkolasiyan nefret dikî; ez jî ji wan karan nefret dikim.
Ewê ku guhên wî hene, bila bibihîze ku Ruh ji civînan re çi dibêje. Ewê ku bi ser dikeve, ezê xwarina ji dara jiyanê ya ku di bihişta Xwedê de ye bidim wî.›»
«Ji milyaketê civîna bawermendên Smîrnayê re binivîse: ‹Yê ku Pêşî û Paşî ye, yê ku mir û careke din rabû, van tiştan dibêje:
Ez bi tengahî û belengaziya te dizanim, lê belê tu dewlemend î! Ez bi buxtana wan ên ku ji xwe re dibêjin Cihû dizanim; ew ne Cihû ne, lê ew kinîşta Îblîs in.
Ji wan tengahiyên ku tu li ber kişandinê yî netirse. Va ye, Îblîs wê hinan ji we bavêje zîndanê, da ku hûn bên ceribandin û hûnê deh rojan cefayê bikişînin. Heta mirinê dilsoz bimîne, ezê taca jiyanê bidim te.
Ewê ku guhên wî hene, bila bibihîze ku Ruh ji civînan re çi dibêje. Ewê ku bi ser dikeve, ji mirina diduyan qet ziyanê nabîne.›»
«Ji milyaketê civîna bawermendên Pergamayê re binivîse: ‹Yê ku şûrê wî yê dudeviyê tûj heye, van tiştan dibêje:
Ez dizanim ku tu li ku derê rûdinî. Li dera ku textê Îblîs lê ye, tu li wê derê rûdinî. Û tu navê min hişk digirî û li wê dera ku Îblîs lê rûdine, di wan rojên ku di nav we de, şahidê min ê dilsoz Antîpas hat kuştin jî, te baweriya xwe ya ku bi min e înkar nekir.
Lê belê piçek gazina min ji te heye: Li wê derê hin mirovên te hene ku hînkirina Balam digirin. Wî hînî Balaq kir ku zaryên Îsraêl ji rê derxe, da ku goriyên ji pûtan re hatine şerjêkirin bixwin û fuhûşiyê bikin.
Bi vî awayî, wek wan, hin mirovên te jî hene ku hînkirina Nîkolasiyan digirin.
Îcar tobe bike, an na ezê zûka bêm te û ezê li hember wan bi şûrê devê xwe şer bikim.
Ewê ku guhên wî hene, bila bibihîze ku Ruh ji civînan re çi dibêje. Ewê ku bi ser dikeve, ezê ji Mannayê veşartî bidim wî. Ezê kevirekî spî yê ku navekî nû li ser nivîsiye bidim wî; ji yê standî pê ve, kes nizane.›»
«Ji milyaketê civîna bawermendên Tiyatîrayê re binivîse: ‹Kurê Xwedê yê ku çavên wî wek pêta êgir in û lingên wî mîna wî tûncê xas ê ku dibiriqe, van tiştan dibêje:
Ez bi kirinên te, bi hezkirina te, bi baweriya te, bi xizmet û bîhnfirehiya te dizanim û ez dizanim ku karên te yên paşî ji yên pêşî hê bêtir in.
Lê belê gazineke min ji te heye: Tu dihêlî ew jin, Yezabel a ku ji xwe re dibêje pêxember, bi hînkirina xwe xulamên min ji rê derxe ku fuhûşiyê bikin û goriyên ku ji pûtan re tên şerjêkirin bixwin.
Min wext da wê, da ku tobe bike; lê ew naxwaze ji fuhûşiya xwe tobe bike.
Va ye, ezê wê bavêjim nav nivîneke nexweşiya giran û yên ku bi wê re zînayê dikin, eger ji kirinên wê tobe nekin, ezê wan jî bixim tengahiyeke mezin.
Û ezê li zarokên wê bixim û bikujim û hemû civîn wê bizanin ku yê li dil û daxwazan dikole ez im û ezê li gor kirinên her yekî ji we bidim we.
Lê ez ji we yên din re dibêjim, hûn ên ku li Tiyatîrayê ne û li gor vê hînkirinê nakin û wan tiştên ku ji wan re ‹sirên Îblîs ên kûr› dibêjin, nizanin: Ez barekî din danaynim ser pişta we:
Bi tenê heta ku ez bêm, tiştê ku bi we re ye hişk bigirin.
Û ewê ku bi ser dikeve û heta dawiyê karên min li ba xwe digire, çawa ku min ji Bavê xwe standiye, Ez jî, ezê li ser miletan hukumdariyê bidim wî. Wek ku firaxên cerîn dişikênin, Wê bi gopalê hesin serweriyê li wan bike.
Û ezê stêra sibê bidim wî.
Ewê ku guhên wî hene, bila bibihîze ku Ruh ji civînan re çi dibêje.›»
«Ji milyaketê civîna bawermendên Sardeysê re binivîse: ‹Yê ku heft ruhên Xwedê û heft stêr pê re ne, van tiştan dibêje: Ez kirinên te dizanim, wek ku tu dijî navekî te heye, lê tu miriyî.
Hişyar bibe û tiştên ku bi şûn de mane û li ber mirinê ne, bi hêz bike; çimkî min kirinên te li ber Xwedayê xwe temambûyî nedîtin.
Îcar bîne bîra xwe ku te çi standiye û bihîstiye; wan tiştan bigire û tobe bike. Lê eger tu hişyar nebî, ezê wek dizan bêm û tu nizanî ku ezê di kîjan saetê de bavêjim ser te.
Lê di Sardeysê de çend kesên te hene ku wan cilên xwe nelewitandine. Ewê bi min re bi cilên spî bigerin, ji ber ku ew hêja ne.
Ewê ku bi ser dikeve bi vî awayî wê bi cilên spî bê wergirtin. Û ez navê wî ji Kitêba Jiyanê tu caran xîş nakim, lê ezê navê wî li ber Bavê xwe û li ber milyaketên wî eşkere bikim.
Ewê ku guhên wî hene, bila bibihîze ku Ruh ji civînan re çi dibêje.›»
«Ji milyaketê civîna bawermendên Filadelfiyayê re binivîse: ‹Yê Pîroz, yê Rastîn, Yê ku mifta Dawid pê re ye, Yê ku vedike û tu kes nikare bigire, Û yê ku digire û tu kes nikare veke, Van tiştan dibêje:
Ez bi kirinên te dizanim. Va ye, min deriyekî vekirî daniye ber te ku tu kes nikare bigire. Ez dizanim ku hêza te hindik e û dîsa jî te peyva min girt û te navê min înkar nekir.
Va ye, hinek ji kinîşta Îblîs hene. Ew ne Cihû ne, lê bi derew ji xwe re dibêjin Cihû. Ezê wisa bi wan bikim, ku ewê bên û li ber lingên te herin ser çokan û wê bizanin ku ez ji te hez dikim.
Madem ku te emrê min ê li ser bîhfrehiyê girt, ez jî, ezê te di saeta ceribandinê de bigirim; ew saet ji bo ceribandina yên ku li ser erdê rûdinin e û ewê bê ser seranserê dinyayê.
Ezê zûka bêm, tiştê ku bi te re ye hişk bigire, da ku tu kes taca te nestîne.
Ewê ku bi ser dikeve ezê wî di Perestgeha Xwedayê xwe de bikim stûn û ew êdî tu caran dernakeve derve. Ezê navê Xwedayê xwe, navê bajarê Xwedayê xwe, navê Orşelîma nû ya ku ji Xwedayê min, ji ezmên tê xwarê û navê xwe yê nû li ser wî binivîsim.
Ewê ku guhên wî hene, bila bibihîze ku Ruh ji civînan re çi dibêje.›»
«Ji milyaketê civîna bawermendên Lawdikyayê re binivîse: ‹Yê Amîn, şahidê rastîn û dilsoz, serkaniya afirandinên Xwedê, van tiştan dibêje:
Ez bi kirinên te dizanim, tu ne sar î û ne jî germ î. Xwezî tu an sar an germ bûyayî.
Lê ji ber ku tu ne sar û ne jî germ î, tu sarûgermo yî, ezê te ji devê xwe vereşim.
Tu dibêjî: «Ez dewlemend im, ez gelek dewlemend bûme û qet hewcedariya min tune». Lê tu nizanî ku tu reben, jar, belengaz, kor û tazî yî.
Şîreta min li te ev e: Zêrê ku bi êgir hatiye safîkirin ji min bikirre, da ku tu dewlemend bibî; cilên spî ji min bikire, da ku tu li xwe bikî û şerma tazîbûna te bê nixumandin. Û dermanê çavan ji min bikire û li çavên xwe bide, da ku tu bibînî.
Ez dengê xwe li hemûyên ku ez ji wan hez dikim hildidim û wan edeb dikim. Loma bi xîret be û tobe bike!
Va ye, ez li ber derî radiwestim û lê dixim. Eger yek dengê min bibihîze û derî veke, ezê herim ba wî û ez bi wî re û ew bi min re, emê şîvê bixwin.
Yê ku bi ser dikeve, ezê heq bidim wî ku bi min re li ser textê min rûne, çawa ku ez bi ser ketim û bi Bavê xwe re li ser textê wî rûniştim.
Ewê ku guhên wî hene, bila bibihîze ku Ruh ji civînan re çi dibêje.›»
Piştî van tiştan min dît ku va ye, li ezmên deriyekî vekirî heye. Ew dengê ku min pêşî bihîstibû û wek dengê boriyê bû, ji min re got: «Hilkişe vir û ezê wan tiştên ku divê ji niha û pê ve çêbin, nîşanî te bidim.»
Di cih de Ruh hat ser min, min dît, textek li ezmên hebû û li ser text yek rûniştî bû.
Û dîtina yê rûniştî mîna kevirê yêşîm û eqîqê sor yê şewqdar bû. Li hawirdora text keskesoreke mîna zimrûd hebû.
Li hawirdora text bîst û çar textên din hebûn û li ser wan textan bîst û çar rihspî rûdiniştin. Li ser serê wan tacên zêrîn hebûn û cilên spî wergirtibûn.
Û ji text birûsk, deng û xurexurên ewran derdiketin. Û li ber text heft xetîrên êgir yên pêketî hebûn, ew heft ruhên Xwedê ne.
Li ber text tiştek wek deryayeke camîn û mîna belûr hebû. Û li navendê, li hawirdora text, çar afirîdên jîndar hebûn ku ji pêş û ji paş ve bi çavan tije bûn.
Afirîdê pêşî mîna şêr bû, yê diduyan mîna conega bû û rûyê afirîdê sisiyan wek rûyê mirovan bû û afirîdê çaran mîna eyloyê firek bû.
Û ji çar afirîdan her yek ji wan şeş baskên wî hebûn, hawirdora wî û hundirê wî bi çavan tije bû. Bi şev û bi roj bê rawestin dibêjin: «Pîroz, pîroz, pîroz, Xudan, Xwedayê karîndarê her tiştî, Yê ku Hebû, Yê ku Heye û Yê ku Wê Bê.»
Û her cara ku çar afirîdên jîndar rûmet, hurmet û şikiriyê didin yê ku li ser text rûniştiye û her û her dijî,
bîst û çar rihspî li ber yê ku li ser text rûniştiye deverû diçin ser çokan, diperizin wî yê ku her û her dijî û tacên xwe datînin ber text û dibêjin:
«Ya Xudan, Xwedayê me, Tu hêja yî ku rûmet, hurmet û hêzê bistînî. Çimkî te her tişt afirandin Û bi daxwaza te ew afirîn û hene.»
Hingê min di destê rastê yê wî yê ku li ser text rûdinişt de nivîsara lihevpêçayî dît. Ew ji herdu aliyan ve hatibû nivîsîn û bi heft moran hatibû morkirin.
Û min milyaketekî hêzdar dît ku bi dengekî bilind digot: «Kî hêja ye ku kitêbê veke û morên wê rake?»
Lê ne li ezmên, ne li ser erdê û ne jî di bin erdê de tu kesî nikaribû kitêb vekira û lê binêriya.
Ez gelek digiriyam, çimkî kesek hêjayî peyda nebû ku kitêbê veke û lê binêre.
Hingê yekî ji rihspiyan ji min re got: «Negirî! Va ye, Şêrê ku ji eşîra Cihûda ye, Rayê Dawid bi ser ket, ku kitêbê û heft morên wê veke.»
Hingê li ber text û di navenda çar afirîdên jîndar û rihspiyan de min Berxek dît, wek ku şerjêkirî be. Heft strûhên wî û heft çavên wî hebûn. Evên ha heft ruhên Xwedê ne yên ku li seranserê dinyayê hatine şandin.
Ew hat û kitêb ji destê rastê yê wî yê ku li ser text rûdinişt stand.
Çaxê wî ew stand, çar afirîdên jîndar û bîst û çar rihspî li ber Berx deverû çûn ser çokan. Di destê her yekî ji wan de çeng û piyanên zêrîn ên tije bixûr hebûn. Bixûr duayên mirovên pîroz in.
Û lavijeke nû distrandin û digotin: «Tu hêja yî ku kitêbê bistînî Û morên wê vekî. Çimkî tu hatî şerjêkirin Û te bi xwîna xwe ji her bavikî, ji her zimanî, Ji her gel û ji her miletî mirov ji Xwedê re kirrîn;
Û te ew ji Xwedayê me re kirin padîşahî û kahîn Û ewê li ser dinyayê padîşahiyê bikin.»
Hingê min nêrî, li hawirdora text û afirîdên jîndar û rihspiyan, min dengê gelek milyaketan bihîst û hejmara wan bi hezaran hezar û bi deh hezaran deh hezar bû.
Bi dengekî bilind digotin: «Berxê şerjêkirî hêja ye ku hêz, Dewlemendî, şehrezayî, karîn, hurmet, Rûmet û pesin bistîne.»
Hingê min bihîst ku her afirînên li ezmên, li ser erdê, di bin erdê de û di deryayê de û hemû tiştên di wan de, digotin: «Bila her û her pesin, hurmet, rûmet û qudret Ji yê ku li ser text rûniştiye re û ji Berx re be!»
Û çar afirîdên jîndar digotin: «Amîn» û rihspî deverû çûn ser çokan û perizîn.
Hingê min dît ku Berx yek ji heft moran vekir û min bihîst ku yek ji çar afirîdên jîndar, bi dengekî wek xurexura ewran got: «Were!»
Û min dît, va ye, hespekî boz xuya bû û di destê siwarê wî de kevanek hebû. Tacek ji wî re hat dayîn û ew bi serketin derket, da ku bi ser keve.
Gava ku Berx mora diduyan vekir, min bihîst ku afirîdê jîndar yê diduyan got: «Were!»
Hingê hespekî din ê sor derket û ji siwarê wî re destûr hat dayîn, ku aştiyê ji dinyayê rake û mirovan bi hevdû bide şerjêkirin. Û şûrekî mezin ji wî re hat dayîn.
Gava ku Berx mora sisiyan vekir, min bihîst ku afirîdê jîndar yê sisiyan got: «Were!» Û min dît, va ye, hespekî reş û di destê siwarê wî de şihînek heye.
Hingê min di navenda çar afirîdên jîndar de dengek bihîst, wek ku digot: «Çapikek tenê genim bi zîvekî û sê çapik tenê ceh bi zîvekî. Lê ziyanê nede dohnê zeytê û şerabê.»
Gava ku Berx mora çaran vekir, min dengê afirîdê jîndar yê çaran bihîst ku digot: «Were!»
Hingê min dît, va ye, hespekî kimêt ku navê siwarê wî Mirin bû. Diyarê miriyan li pey wî dihat. Li ser çaryeka dinyayê desthilatî ji wî re hat dayîn, da ku bi şûr, bi xelayê, bi mirinê û bi heywanên dehbe yên dinyayê wan bikuje.
Gava ku Berx mora pêncan vekir, min di bin gorîgehê de canê wan mirovan dît, yên ku di ber peyva Xwedê û di ber şahidiya ku kirine de, hatibûn kuştin.
Wan bi dengekî bilind gazî kir û gotin: «Ey Xudanê hukumdar! Tu pîroz û rastîn î. Ma heta kengê tu dîwanê nakî û tu heyfa xwîna me ji wan ên ku li dinyayê rûdinin nastînî?»
Hingê ji her yekî ji wan re xiftanê spî hat dayîn û ji wan re hat gotin ku demeke kurt rihet bimînin, heta ku hejmara xizmet-hevalên wan û birayên wan ên ku wê wek wan bên kuştin, temam bibe.
Gava ku Berx mora şeşan vekir, min dît ku erdhejîneke mezin çêbû. Roj wek xirariyê ji mû, reş bû û tevahiya heyvê bû wek xwînê.
Stêrên ezmên ketin ser erdê, wek ku dara hêjîrê ji ber bayekî mezin bihejike, hêjîrên xwe yên bihûrî biweşîne.
Û ezman wek pêçekekê li hev hat pêçan û hemû çiya û girav ji cihên xwe hatin rakirin.
Hingê padîşahên dinyayê, mezinên wê, serekleşkerên wê, dewlemendên wê û hêzdarên wê û hemû mirovên xulam û azad xwe di şkeft û latên çiyan de veşartin.
Wan ji çiyan û latan re digot: «Bi ser me de bikevin û me ji ber rûyê yê ku li ser text rûniştiye û ji ber xezeba Berx veşêrin.
Çimkî roja mezin a xezeba wan hat û kî dikare li ber bisekine?»
Piştî vê yekê min çar milyaket dîtin ku li ser çar kujên erdê disekinîn û bayên çar kujên erdê digirtin, da ku ba li erdê, li deryayê û li tu daran nexe.
Min milyaketekî din jî dît ku ji Rojhilatê derdiket û mora Xwedayê jîndar pê re bû. Bi dengekî bilind gazî wan çar milyaketan kir, yên ku desthilatî ji wan re hatibû dayîn, ku zirarê bidin erd û deryayê; wî ji wan re got:
«Heta ku em morê li ser eniya xulamên Xwedayê xwe nexin, ziyanê nedin erdê, deryayê û daran.»
Hingê min hejmara yên ku hatibûn morkirin bihîst: Ji hemû eşîrên kurên Îsraêl sed û çil û çar hezar hatibûn morkirin.
Ji Eşîra Cihûda diwanzdeh hezar hatibûn morkirin. Ji Eşîra Rûbên diwanzdeh hezar, Ji Eşîra Gad diwanzdeh hezar,
Ji Eşîra Aşêr diwanzdeh hezar, Ji Eşîra Neftelî diwanzdeh hezar, Ji Eşîra Minaşe diwanzdeh hezar,
Ji Eşîra Şimûn diwanzdeh hezar, Ji Eşîra Lêwî diwanzdeh hezar, Ji Eşîra Îsexar diwanzdeh hezar,
Ji Eşîra Zebûlon diwanzdeh hezar, Ji Eşîra Ûsiv diwanzdeh hezar, Ji Eşîra Binyamîn diwanzdeh hezar hatibûn morkirin.
Piştî vê yekê min dît ku va ye, elaleteke mezin ya ku ji her miletî, ji her bavikî, ji her gelî û ji her zimanî ku tu kesî nedikarî bihejmarta; xiftanên spî li xwe kiribûn û guliyên xurmeyan di destên wan de bûn û li ber text û li ber Berx radiwestan.
Wan bi dengekî bilind gazî dikir û digotin: «Xilasî babetê Xwedayê me ye yê ku Li ser text rûniştiye û babetê Berx e.»
Hemû milyaket li hawirdora text û rihspiyan û afirîdên jîndar disekinîn. Û li ber text xwe deverû davêtin erdê, diperizîn Xwedê û digotin:
«Amîn. Pesin, rûmet, şehrezayî, Şikir, hurmet, hêz û karîn Bila her û her ji Xwedayê me re be. Amîn.»
Yek ji rihspiyan peyivî û ji min re got: «Evên ku bi xiftanên spî hatine wergirtin kî ne û ji ku derê hatine?»
Min ji wî re got: «Ezbenî, tu dizanî.» Hingê wî ji min re got: «Evên ha ew in ku ji wê tengahiya mezin hatine, xiftanên xwe şuştine û bi xwîna Berx spî kirine.
Ji bo vê yekê li ber textê Xwedê ne Û di Perestgeha wî de şev û roj diperizin wî. Yê ku li ser text rûniştiye, wê konê xwe li ser wan vegire.
Êdî ew birçî nabin û êdî tî nabin Û ne tav û ne jî germî li wan dixe.
Çimkî ew Berxê ku di navenda text de ye Wê şivantiyê li wan bike Û wê wan bibe ser kaniyên ava jiyanê. Xwedê wê hemû hêstiran ji çavên wan paqij bike.»
Û çaxê Berx mora heftan vekir, li dor nîv saetê li ezmên bêpêjiniyeke mezin çêbû.
Hingê min heft milyaketên ku li ber Xwedê rawestabûn dîtin. Heft borî ji wan re hatin dayîn.
Û milyaketekî din hat ku di destê wî de bixûrdanka zêrîn hebû û ew li ber Gorîgeha zêrîn rawesta. Gelek bixûr jê re hat dayîn, da ku li ser Gorîgeha zêrîn ya li ber text, bi duayên hemû pîrozan pêşkêş bike.
Û dûmana bixûrê bi duayên pîrozan re ji destê milyaket bilind bû ber Xwedê.
Piştre milyaket rahişt bixûrdankê û ew ji agirê Gorîgehê dagirt û avêt ser erdê. Xurexura ewran, deng, birûsk û erdhejîn çêbûn.
Hingê heft milyaketên ku heft borî bi wan re bûn xwe amade kirin, ku li boriyan bixin.
Û yê pêşî li boriyê xist, teyrok û agirê tevli xwînê bûyî çêbû û hat avêtin ser erdê. Û sêyeka erdê şewitî, sêyeka daran şewitî û hemû giyayê şîn şewitî.
Milyaketê diduyan li boriyê xist, tiştekî wek çiyayekî mezin ku bi êgir dişewitî hat avêtin nav deryayê û sêyeka deryayê bû xwîn.
Hingê sêyeka wan afirînên ku di deryayê de dijiyan mirin û sêyeka gemiyan telef bû.
Milyaketê sisiyan li boriyê xist û stêreke mezin ya ku wek xetîre dişewitî ji ezmên ket ser sêyeka çeman û ser çavkaniyên avê.
Navê stêrê Zerender e. Sêyeka avê wek zerender tehl bû û gelek mirov ji avê mirin, çimkî av tehl bûbû.
Û milyaketê çaran li boriyê xist, sêyeka rojê, sêyeka heyvê û sêyeka stêran derb standin, wisa ku sêyeka wan tarî dibû, sêyeka rojê û sêyeka şevê jî bê ronahî dima.
Hingê min nêrî û min dengê eylo bihîst ku di nîvê ezmên de difirî û bi dengekî bilind digot: «Ji ber dengê boriyên wan sê milyaketên mayî yên ku wê li boriyê bixin: Wey, wey, wey li wan ên ku li ser rûyê erdê rûdinin.»
Milyaketê pêncan li boriyê xist û min stêrek dît ku ji ezmên ketibû ser rûyê erdê. Û mifta deriyê kortala bêbinî ji stêrê re hat dayîn.
Gava ku wê deriyê kortala bêbinî vekir, wek dûmana kûrheke mezin dûman ji çalê derket û ji dûmana çalê, roj û hewa bûn tarî.
Ji nav dûmanê kulî derketin ser rûyê erdê; wek ku desthilatiya dûpişkên erdê heye, desthilatî ji wan re jî hat dayîn.
Û ji wan re hat gotin ku ziyanê nedin giyayê erdê, ne jî tu dar û tu şînayiyê, lê ziyanê bidin wan mirovên ku mora Xwedê li ser eniya wan tune.
Destûra kuliyan hat dayîn, ku pênc mehan ezabê bidin wan, lê wan nekujin. Êşa wan wek êşa pêvedana dûpişkan bû.
Di wan rojan de mirov wê li mirinê bigerin, lê ew tu caran wê nabînin; ewê bixwazin ku bimirin, lê mirin wê ji wan bireve.
Dirûvê kuliyan mîna wan hespan bûn ku ji bo cengê hatine amadekirin. Li ser serê wan tiştek wek tacên zêrîn hebû û rûyê wan wek rûyê mirovan bû.
Porê wan wek porê jinan û diranên wan wek diranên şêran bûn.
Û wek zirxên hesinî zirxên wan hebûn û dengê baskên wan mîna dengê wan erebeyan bû ku gelek hesp wan dikişînin û dibezin cengê.
Mîna dûpişkan dûvikê wan û derziya wan hebû; û desthilatiya wan a ku pênc mehan cefayê bidin mirovan di dûvikê wan de bû.
Û milyaketê kortala bêbinî li ser wan padîşah bû, ku navê wî bi Îbranî ‹Abadûn› û bi Yewnanî ‹Apoliyon› e.
Waweylêya pêşî derbas bû; va ye, hê du waweylêyên din tên.
Û milyaketê şeşan li boriyê xist û min dengek ji çar strûhên Gorîgeha zêrîn ya ku li ber Xwedê bû, bihîst.
Deng ji milyaketê şeşan re, yê ku borî di destê wî de bû got: «Wan çar milyaketên ku li ba çemê Firatê yê mezin girêdayî ne, veke.»
Û çar milyaketên ku ji bo vê saetê, vê rojê, vê mehê û vê salê hatibûn amadekirin, hatin berdan, da ku sêyeka mirovan bikujin.
Hejmara ordiyên siwarên hespan du caran deh hezar car deh hezar bû; min hejmara wan bihîst.
Di dîtiniya ku min dît de hesp û siwarên wan bi vî awayî xuya dibûn: Zirxên wan hebûn ku bi rengê êgir, yaqûtê ezmanî û kewkurtê bûn. Serê hespên wan wek serê şêran bû. Ji devê wan agir, dûman û kewkurt derdiket.
Sêyeka mirovan bi van her sê belayan, bi êgir, bi dûman û bi kewkurta ku ji devê wan derdiket, hatin kuştin.
Çimkî desthilatiya hespan di devê wan û di dûvê wan de ye. Dûvên wan mîna maran in û serê wan heye û bi van ziyanê didin.
Û ew mirovên ku bi şûn de mabûn û bi van belayan nehatibûn kuştin, ji wan pûtên ku bi destên xwe çêdikirin, tobe nekirin. Dev ji perizîna cin û wan pûtan bernedan, yên ku zêrîn, zîvîn, tûncîn, kevirîn û darîn in û nabînin, nabihîzin û rêve naçin.
Û ji kuştin, sêrbazî, fuhûşî û diziya xwe jî tobe nekirin.
Hingê min milyaketekî din ê hêzdar dît ku ji ezmên dihat xwarê. Ew bi ewr wergirtî bû û li ser serê wî keskesor hebû. Rûyê wî wek rojê û lingên wî wek stûnên êgir bûn.
Di destê wî de kitêbeke biçûk a vekirî hebû. Lingê xwe yê rastê danî ser deryayê û lingê xwe yê çepê danî ser bejê.
Çawa ku şêr dike humênî bi dengekî bilind bang kir. Çaxê ku wî bang kir, heft xurexurên ewran bi dengên xwe peyivîn.
Gava ku heft xurexurên ewran peyivîn, ez li ber nivîsînê bûm. Û min ji ezmên dengek bihîst ku digot: «Ew tiştên ku heft xurexurên ewran gotin, mor bike, wan nenivîse.»
Piştre ew milyaketê ku min ew li ser deryayê û li ser bejê rawestayî dîtibû, destê xwe yê rastê ber bi ezmên ve bilind kir.
Û wî bi wî yê ku her û her dijî, yê ku ezman û yên ku tê de ne, erd û yên ku te de ne, derya û yên ku tê de ne afirandine, sond xwar û got: «Êdî wê bi derengmayîn nebe.
Lê belê di rojên ku milyaketê heftan dengê xwe bide bihîstin de, çaxê ew li boriyê bixe, tam wek ku Xwedê mizgînî ji xulamên xwe yên pêxember re dabû, sira Xwedê wê temam bibe.»
Hingê ew dengê ku min ji ezmên bihîstibû, careke din bi min re peyivî û got: «Here, wê kitêba vekirî ya ku di destê wî milyaketê ku li ser deryayê û bejê rawestayî de ye bistîne.»
Îcar ez çûm ba milyaket û min jê xwest, ku kitêba biçûk bide min. Wî ji min re got: «Wê bigire û bixwe. Wê zikê te tehl bike, lê wê di devê te de wek hingiv şêrîn be.»
Min kitêba biçûk ji destê milyaket stand û min ew xwar. Di devê min de wek hingiv şêrîn bû; lê çaxê min ew xwar, zikê min tehl bû.
Û ji min re hat gotin: «Divê ku tu dîsa li ser gelek gel, milet, ziman û padîşahan pêxemberîtiyê bikî.»
Qamîşekî mîna şivdar ji min re hat dayîn û hat gotin: «Rabe, Perestgeha Xwedê, Gorîgehê û yên ku tê de diperizin bipîve.
Lê hewşa Perestgehê ya derve bihêle û wê nepîve; çimkî ew ji miletan re hat dayîn. Ewê Bajarê Pîroz çil û du mehan di bin lingan de biperçiqînin.
Û ezê desthilatiyê bidim du şahidên xwe û ewê xirarî li xwe kirî hezar û du sed û şêst rojan pêxemberîtiyê bikin.»
Ev in ew herdu darên zeytûnan û herdu şamdankên ku li ber Xudanê dinyayê disekinin.
Eger mirovek bixwaze ziyanê bide wan, ji devê wan agir derdikeve û dijminên wan dixwe û helak dike. Û eger mirovek bixwaze ziyanê bide wan, divê ew bi xwe bi vî awayî bê kuştin.
Desthilatiya wan heye, ku di rojên pêxemberîtiya xwe de ezmên bigirin, da ku baran nebare. Û desthilatiya wan li ser avê heye, ku wê bikin xwîn û kengê bixwazin, dikarin her belayê bi ser rûyê erdê de bînin.
Çaxê şahidiya xwe bînin serî, ew cenawirê ku ji kortala bêbinî derdikeve wê bi wan re şer bike, li hember wan bi ser keve û wan bikuje.
Cesedê wan wê li ser meydana wî bajarê mezin bimîne, ku bi mana ruhanî jê re Sodom û Misir tê gotin. Xudanê wan bi xwe jî li wê derê hat xaçkirin.
Ji her gel, her bavik, her ziman û her miletan mirov wê sê roj û nîvan li cesedê wan binêrin û ew destûrê nadin, ku cesedê wan bixin gorê.
Yên ku li ser rûyê erdê rûdinin wê li ser wan şa bibin û wê gelek dilgeş bibin û ewê diyariyan ji hev re bişînin. Çimkî van herdu pêxemberan ezab didan wan ên ku li ser rûyê erdê rûdiniştin.
Û piştî sê roj û nîvan ji Xwedê ruhê jiyanê ket hundirê wan û ew rabûn ser lingên xwe. Îcar tirseke mezin ket ser wan ên ku ew dîtin.
Hingê wan dengekî mezin ji ezmên bihîst ku ji wan re digot: «Werin jorê.» Û li ber çavên dijminên xwe ew di ewr de hilkişiyan ezmên.
Di wê saetê de erdhejîneke mezin çêbû, dehyeka bajêr hilweşiya û di erdhejînê de heft hezar mirov mirin. Yên bi şûn de man, tirsiyan û rûmet dan Xwedayê ezmên.
Waweylêya diduyan derbas bû; va ye, waweylêya sisiyan zûka tê.
Milyaketê heftan li boriyê xist û li ezmên dengên mezin çêbûn ku digotin: «Padîşahiya dinyayê bû ya Xudanê me û ya Mesîhê wî. Ewê her û her padîşahiyê bike».
Û bîst û çar rihspiyên li ber Xwedê yên ku li ser textên xwe rûdiniştin, xwe deverû avêtin erdê, perizîn Xwedê û gotin:
«Ya Xudan, Xwedayê karîndarê her tiştî, Yê ku Hebû û Yê ku Heye, Em ji te re şikir dikin; Çimkî te hêza xwe ya mezin stand Û te dest bi hukumdariya xwe kir.
Milet hêrs bûn, lê xezeba te hat; Wext hat, ku dîwana miriyan bê kirin. Wextê dayîna xelata xulamên te yên pêxember Û yên pîroz, biçûk û mezin, yên ku ji te ditirsin hat. Û wextê xerakirina yên ku dinyayê xera dikin hat.»
Hingê Perestgeha Xwedê ya ku li ezmên bû vebû û di Perestgeha wî de Sindoqa Peymana wî xuya bû. Birûskan lê da, deng û xurexura ewran hat bihîstin, erdhejînek û teyrokeke şedîd çêbû.
Hingê nîşaneke mezin li ezmên xuya bû: Jinek hebû ku bi rojê pêçayî, heyv di bin lingên wê de û taca ji diwanzdeh stêran li ser serê wê bû.
Ew bizaro bû û ji bo ku zarokê xwe bianiya, di cefayê de bû, êş dikişand û dikir qîrîn.
Nîşaneke din jî li ezmên xuya bû. Va ye, ejderekî sor ê mezin ku heft serî û deh strûhên wî hebûn û li ser serên wî heft tac hebûn.
Û dûvikê wî sêyeka stêrên ezmên xişandin û ew avêtin ser rûyê erdê. Ejder li ber wê jina ku li ber zarokanînê bû rawesta. Ew li benda bûyîna zarok bû, ku wî daqurtîne.
Jinikê zarokekî kur anî, kurekî ku ewê bi gopalê hesin şivantiyê li hemû miletan bike. Û zarokê wê birin ba Xwedê û ber textê wî.
Jinik jî reviya çû çolê. Li wê derê cihê wê yê ku ji aliyê Xwedê ve hatibû amadekirin hebû, da ku ew hezar û du sed û şêst rojan bê xweyîkirin.
Hingê li ezmên ceng çêbû. Mîxayîl û milyaketên xwe bi ejder re şer kirin. Û ejder û milyaketên xwe şer kirin,
lê bi ser neketin û li ezmên êdî ji bo wan cih nema.
Ejderê mezin yê ku jê re Îblîs û Şeytan tê gotin, ew marê kevin ê ku hemû dinya xapandiye, ew û milyaketên wî pê re hatin avêtin ser rûyê erdê.
Hingê min li ezmên dengekî bilind bihîst ku got: «Êdî wextê xilasî, hêz û Padîşahiya Xwedayê me Û desthilatiya Mesîhê wî hat. Çimkî sûcdarkerê birayên me, Yê ku şev û roj wan li ber Xwedayê me sûcdar dike, Hat avêtin xwarê.
Ew bi xwîna Berx û bi peyva şahidiya xwe Li hember wî bi ser ketin Û heta mirinê jî ji jiyana xwe hez nekirin.
Ji bo vê yekê şa bibin, ya ezmanno Û yên ku di wan de rûdinin. Lê wey li erdê û li deryayê, Ji ber ku Îblîs bi xezebeke mezin tê ser we, Çimkî ew dizane ku wexta wî kêm e.»
Gava ejder dît ku ew hat avêtin ser rûyê erdê, ket pey wê jinika ku zarokê kur anîbû.
Du baskên eyloyekî mezin ji jinikê re hatin dayîn, da ku bifire here çolê cihê xwe. Li wê derê, ji mar dûr, wê sê sal û nîvan bê xweyîkirin.
Hingê mar ji devê xwe wek çem av pijiqand pey wê, da ku wê bi avê bixeniqîne.
Lê erdê alîkariya jinikê kir, devê xwe vekir û ew çemê ku ejder ji devê xwe pijiqandibû daqurtand.
Îcar ejder ji jinikê hêrs bû û çû, da ku bi wan re şer bike, yên ku ji dûndana wê mane, yên ku emrên Xwedê bînin cih û şahidiya Îsa bi wan re ye.
Ejder li ber devê deryayê sekinî.
Piştre min cenawirekî ku ji deryayê derdiket dît. Deh strûhên wî û heft serên wî hebûn û li ser strûhên wî deh tac û li ser serên wî navên çêran hebûn.
Ew cenawirê ku min dît, mîna piling bû, lingên wî wek lingên hirçê bûn û devê wî wek devê şêr bû. Û ejder hêza xwe, textê xwe û desthilatiya mezin da wî.
Û seriyek ji seriyên cenawir wek ku li ber mirinê be birîndar bû, lê birîna mirinê hat qenckirin û seranserê dinyayê li cenawir şaş ma.
Hingê mirov ji ejder re çûn ser çokan, çimkî wî desthilatiya xwe da cenawir. Mirov perizîn cenawir û gotin: «Gelo kî mîna cenawir e? Û kî dikare bi wî re şer bike?»
Devê ku tiştên mezin dibêje û çêran dike ji wî re hat dayîn û desthilatî ji wî re hat dayîn, ku çil û du mehan çi bixwaze bike.
Ji bo ku li dijî Xwedê çêran bike, devê xwe vekir û çêrî navê wî, konê wî û yên ku li ezmên rûdinin kir.
Destûr ji wî re hat dayîn, ku bi pîrozan re şer bike û li hember wan bi ser keve. Û desthilatiya li ser her bavik, gel, ziman û miletan ji wî re hat dayîn.
Hemû yên ku li ser erdê rûdinin, hemû yên ku navên wan ji damezrandina dinyayê ve di Kitêba Jiyanê ya Berxê şerjêkirî de nehatine nivîsîn, wê jê re herin ser çokan.
Guhê kê hebe, bila bibihîze:
Yê hêsîrtiyê, wê here hêsîrtiyê; Yê şûr, wê bi şûr bê kuştin. Li vê derê bîhnfirehî û baweriya pîrozan divê.
Hingê min cenawirekî din dît ku ji erdê derdiket. Wek berxekî, du strûhên wî hebûn û wek ejder dipeyivî.
Û hemû desthilatiya cenawirê pêşî li ber wî bi kar dianî. Wî wisa kir, ku rûyê erdê û yên ku li ser wê rûdinin ji wî cenawirê pêşî re herin ser çokan, ku birîna wî ya mirinê hatibû qenckirin.
Wî li ber mirovan nîşanên mezin dikirin, heta dikaribû ku ji ezmên êgir bîne ser rûyê erdê.
Û bi wan nîşanên ku jê re hatibûn dayîn, da ku li ber cenawirê pêşî bike, wî ew ên ku li ser rûyê erdê rûdiniştin, dixapandin. Ji wan re digot ku sûretekî ji wî cenawirî re çêkin ê ku bi şûr hatibû birîndarkirin û dîsa dijiya.
Desthilatî ji wî re hat dayîn, da ku nefesê bide sûretê cenawir ku sûretê cenawir bipeyive û bikare wan ên ku neperizin cenawir bide kuştin.
Wî destê rastê an eniya hemû biçûk û mezinan, dewlemend û belengazan, azad û xulaman dida deqkirin.
Wisa ku heçî kesê deqa cenawir, yanî navê wî an hejmara navê wî pê re nebe, nekaribe kirrîn û firotinê bike.
Li vê derê şehrezayî divê: Yê ku fêmdar be, bila hejmara cenawir hesab bike. Çimkî hejmara mirov e û hejmara wî şeş sed û şêst û şeş e.
Hingê min dît ku va ye, Berx li ser Çiyayê Siyonê disekinî û bi wî re sed û çil û çar hezar mirov hebûn ku li ser eniya wan navê wî û navê Bavê wî nivîsî bûn.
Û min ji ezmên dengekî wek dengê aveke boş û wek dengekî bilind yê xurexura ewran bihîst. Dengê ku min bihîstibû, wek dengê muzîkvanên ku li çengên xwe dixin bû.
Wan li ber text û li ber çar afirîdên jîndar û rihspiyan straneke nû digot. Ji wan sed û çil û çar hezarên ku ji rûyê erdê bi berdêl hatine kirrîn pê ve, tu kes nikare wê stranê hîn bibe.
Yên ku bi jinan re nelewitîne ev in. Çimkî keçên keçîn-kurên kurîn in. Ev ew in ku Berx bi ku derê ve here, li pey wî diçin. Evên ha berê pêşî ne ku ji bo Xwedê û ji bo Berx ji nav mirovan hatine kirrîn.
Derew ji devê wan derneket. Ew bêleke ne.
Hingê min milyaketekî din dît ku di nava ezmên de difirî, Mizgîniyeke herheyî bi wî re bû, da ku Mizgîniyê bide yên ku li ser rûyê erdê rûdinin, yanî bide her milet, bavik, ziman û gelan.
Bi dengekî bilind digot: «Ji Xwedê bitirsin û rûmetê bidin wî, çimkî saeta ku ew dîwanê bike, hat. Biperizin wî yê ku erd û ezman, derya û çavkaniyên avê afirandine.»
Hingê milyaketê diduyan li pey wî hat û got: «Hilweşiya! Ew Babîla mezin ya ku ji şeraba fuhûşiya xwe ya har bi hemû miletan daye vexwarin, hilweşiya.»
Piştre milyaketê sisiyan li pey wan hat û bi dengekî bilind got: «Eger kesek ji cenawir re û ji sûretê wî re here ser çokan û li ser eniya xwe an li ser destê xwe deqê qebûl bike,
ew jî wê ji şeraba hêrsa Xwedê ya ku safî di kasa xezeba wî de hatiye amadekirin vexwe û li ber milyaketên pîroz û li ber Berx bi êgir û bi kewkurtê ezab wê li wî bê kirin.
Û dûmana ezaba wan her û her dû dike. Ew ên ku ji cenawir û ji sûretê wî re diçin ser çokan û her kî ku deqa navê wî qebûl bike, şev û roj rihetiya wan tune.»
Loma divê ew pîrozên ku emrên Xwedê û baweriya Îsa digirin, bi bîhnfirehî ragirin.
Hingê min ji ezmên dengek bihîst ku digot: «Binivîse: Xwezî bi wan miriyên ku ji niha û pê ve di yekîtiya Xudan de bimirin!» Ruh dibêje: «Erê! Da ku ji xebata xwe rihet bibin, çimkî kirinên wan bi wan re diçin.»
Û min dît, va ye, ewrekî spî û yekî mîna Kurê Mirov li ser ewr rûniştî ye. Li ser serê wî taca zêrîn û di destê wî de daseke tûj hebû.
Û milyaketekî din ji Perestgehê derket, bi dengekî bilind gazî wî yê ku li ser ewr rûniştibû kir û got: «Dasa xwe bavêje û bidirû. Saeta dirûnê hat, çimkî berê erdê gihîştiye.»
Û yê ku li ser ewr rûdinişt dasa xwe avêt rûyê erdê û erd hat dirûn.
Milyaketekî din ji wê Perestgeha ku li ezmên bû derket û di destê wî de jî daseke tûj hebû.
Îcar milyaketekî din ê ku li ser êgir hukumdariya wî heye, ji Gorîgehê derket û bi dengekî bilind bang kir wî yê ku dasa wî ya tûj heye û got: «Dasa xwe ya tûj bavêjê û gûşiyên mêwa erdê bicivîne, çimkî tiriyê wê gihîştine.»
Milyaket dasa xwe avêt erdê û berê erdê yê mêwê civand û avêt mahsera xezeba Xwedê ya mezin.
Mahsere li derveyê bajêr hat guvaştin û xwîna ku jê herikî, cihekî bi qasî hezar û şeş sed meydanî girt û xwe avêt heta lixaba hespan.
Hingê min li ezmên nîşaneke din a mezin û ecêb dît: Heft milyaket ku heft belayên dawîn bi wan re bûn. Çimkî xezeba Xwedê bi wan temam dibe.
Min dît ku tiştekî wek deryayeke camîn a bi êgir tevlihev hebû û min dît yên ku li hember cenawir û sûretê wî û hejmara navê wî bi ser ketibûn, li ser deryaya camîn radiwestan. Çengên ku Xwedê dane wan di destên wan de bûn
û strana xulamê Xwedê Mûsa û strana Berx distrandin û digotin: «Ya Xudan, Xwedayê karîndarê her tiştî, Karên te mezin û ecêb in; Ya Padîşahê miletan, Riyên te rast û dadperwer in.
Ya Xudan, kî natirse Û rûmetê nade navê te? Çimkî bi tenê tu pîroz î, Hemû milet wê bên Û li ber te herin ser çokan, Çimkî karên te yên dadperwer eşkere bûn.»
Piştî van tiştan min dît ku li ezmên Perestgeh, yanî Konê Şahidiyê vebû.
Heft milyaketên ku heft bela bi wan re bûn ji Perestgehê derketin. Wan kitanê paqij yê ku dibiriqî li xwe kiribûn û kemberên zêr li singên xwe pêçabûn.
Yekî ji çar afirîdên jîndar heft piyanên zêrîn yên ku bi xezeba wî Xwedayê ku her û her dijî tije bûn, dan heft milyaketan.
Û Perestgeh bi dûmana rûmet û hêza Xwedê tije bû û heta ku heft belayên heft milyaketan temam bûn, tu kesî nikaribû bikeve Perestgehê.
Hingê min dengekî bilind ji Perestgehê bihîst ku ji heft milyaketan re got: «Herin û heft piyanên xezeba Xwedê birijînin ser rûyê erdê.»
Yê pêşî çû û piyana xwe rijand ser erdê û ew mirovên ku deqa cenawir li ser wan hebû û ji sûretê wî re çûbûn ser çokan, kûnêrên pîs û xerab li ser wan çêbûn.
Yê diduyan piyana xwe rijand ser deryayê û derya bû wek xwîna miriyan. Û her afirînê jîndar ê ku di deryayê de bû mir.
Yê sisiyan piyana xwe rijand ser çem û ser çavkaniyên avê û ew bûn xwîn.
Hingê min bihîst ku milyaketê avê weha got: «Ya Yê ku Heye û Yê ku Hebû, Yê Pîroz, Tu dadperwer î, ku te weha dîwan kir!
Çimkî wan xwîna pîroz û pêxemberan rijand Û te ji bo vexwarinê xwîn da wan. Wan ev heq kir.»
Û min dengê gorîgehê bihîst ku got: «Erê, ya Xudan, Xwedayê karîndarê her tiştî, Dîwankirina te rast û dadperwer e.»
Yê çaran piyana xwe rijand ser rojê. Ji rojê re desthilatî hat dayîn, ku mirovan bi êgir biqelîne.
Îcar mirov bi kelgermiyeke mezin hatin qelandin û çêr kirin navê wî Xwedayê ku desthilatiya wî li ser van belayan heye. Lê ji kirinên xwe yên xerab tobe nekirin û rûmet nedan wî.
Yê pêncan piyana xwe rijand ser textê cenawir û padîşahiya wî bû taristanî. Ji êşê mirovan zimanê xwe gez kirin
û ji ber êş û kûnêrên xwe çêrî Xwedayê ezmên kirin, lê ji kirinên xwe tobe nekirin.
Yê şeşan piyana xwe rijand ser çemê Firatê yê mezin. Ava wî çikiya, da ku rê ji bo padîşahên Rojhilatê bê amadekirin.
Piştre min sê ruhên nepak ên ku mîna beqan bûn dîtin. Ew ji devê ejder, ji devê cenawir û ji devê pêxemberê derewîn derdiketin.
Ew ruhên ku cin in nîşanên mezin çêdikin. Ew diçin ba hemû padîşahên dinyayê, da ku wan ji bo cenga Roja Mezin a Xwedayê karîndarê her tiştî bicivînin.
«Va ye, ez wek dizan têm! Xwezî bi wî yê ku hişyar disekine û cilên xwe parastine, da ku tazî negere û eyba wî neyê dîtin!»
Hingê wan ruhan ew padîşah li wî cihî civandin, ku bi Îbranî jê re ‹Harmegedon› tê gotin.
Yê heftan piyana xwe rijand ser bayê û ji Perestgehê, ji text dengekî bilind derket û got: «Çêbû».
Hingê birûskê lê da, deng hat, bû xurexura ewran û erdhejîneke wisa mezin çêbû ku ji çaxê mirov li ser rûyê erdê ne û heta niha erdhejîneke wisa çênebûye.
Bajarê mezin bû sê perçe û bajarên miletan hilweşiyan. Xwedê Babîla mezin bi bîr kir û kasa şeraba xezeba xwe ya dijwar bide wê.
Hemû girav reviyan û çiya êdî nehatin dîtin.
Ji ezmên teyroka mezin ya bi giraniya telantekê li ser mirovan barî. Mirovan jî ji ber belaya teyrokê çêrî Xwedê kirin, çimkî bela wê gelek mezin bû.
Yek ji wan heft milyaketên ku heft piyan bi wan re bûn hat, bi min re peyivî û got: «Were vê derê, ezê nîşanî te bidim, ka çawa ew fahîşeya mezin a ku li ser gelek avê rûniştiye, tê dîwankirin.
Padîşahên dinyayê bi wê re fuhûşî kirin û yên ku li ser rûyê erdê rûdinin bi şeraba fuhûşiya wê serxweş bûn.»
Hingê milyaket ez bi Ruh birim çolê û min jinek dît ku li ser cenawirekî sor siwar bûbû. Cenawir ji her aliyî ve bi navên çêran tije bû û heft serî û deh strûhên wî hebûn.
Jinik bi cilên binefşî û sor hatibû wergirtin û bi zêr, bi kevirên hêja, bi lal û duran hatibû xemilandin û kaseke zêrîn di destê wê de bû. Kas jî tije tiştên mekruh û tiştên fuhûşiya wê yên murdar bû.
Li ser eniya wê, ew navê bi sir nivîsî bû: BABÎLA MEZIN, DIYA FAHÎŞEYAN Û TIŞTÊN MEKRUH ÊN DINYAYÊ.
Û min dît ku jinik bi xwîna pîrozan û bi xwîna şahidên Îsa serxweş e. Gava ku min ew dît, ez gelek şaş bûm.
Hingê milyaket ji min re got: «Çima tu şaş dimînî? Ezê sira jinikê û sira wî cenawirê ku wê hildigire, yê ku heft serên wî û deh strûhên wî hene, ji te re bêjim.
Ew cenawirê ku te dîtiye hebû, lê niha tune; ewê zû ji kortala bêbinî derkeve û here helakê. Û ew ên ku li ser rûyê erdê rûdinin û navên wan ji damezrandina dinyayê ve di Kitêba Jiyanê de nehatine nivîsîn, çaxê cenawir bibînin, wê şaş bibin. Çimkî hebû û niha tune, lê wê hebe.
Li vê derê aqilmendî û şehrezayî divê: Heft serî, heft çiyayên ku jinik li ser wan rûniştî ye û heft padîşah in:
Pênc ji wan ketin, yek ji wan heye, yê din hê nehatiye û çaxê bê, divê demeke kurt bimîne.
Cenawirê ku hebû û tune, ew bi xwe jî padîşahê heştan e. Ew yek ji heftan e û diçe helakê.
«Ew deh strûhên ku te dîtine, deh padîşah in ku hê padîşahî nestandine; lê belê wê desthilatiyê bistînin, ku bi cenawir re ji bo saetekê padîşahiyê bikin.
Fikra van yek e, ew hêz û desthilatiya xwe didin cenawir.
Evên ha wê bi Berx re şer bikin û Berx wê li hember wan bi ser keve. Çimkî ew Xudanê xudanan û Padîşahê padîşahan e; û yên ku bi wî re bi ser ketine, yên gazîkirî, hilbijartî û dilsoz in.»
Û milyaket ji min re got: «Ew ava te dît ku fahîşe li ser wê rûniştî ye, gel, elalet, milet û ziman in.
Ew deh strûhên ku te dîtin û cenawir, wê ji fahîşeyê nefret bikin. Ewê wê tazî û şeperze bikin, wê goştê wê bixwin û wê di êgir de bişewitînin.
Çimkî Xwedê xist dilê wan, ku daxwaza wî pêk bînin û di fikrekê de bin û padîşahiya xwe bidin cenawir heta ku peyvên Xwedê bên cihê xwe.
Ew jina ku te dîtiye, ew bajarê mezin e ku padîşahiya wî li ser padîşahên dinyayê heye.»
Piştî van tiştan min milyaketekî din dît ku ji ezmên dihat xwarê. Desthilatiya wî ya mezin hebû û ji rûmeta wî rûyê erdê bû ronahî.
Wî bi dengekî xurt gazî kir û got: «Hilweşiya! Babîla mezin hilweşiya! Bû cih û warê cinan Û nivana hemû ruhên nepak, Bû nivana hemû teyr û heywanên nepak û murdar.
Çimkî ji şeraba fuhûşiya wê ya har Hemû miletan vexwar Û padîşahên dinyayê bi wê re fuhûşî kirin; Û bazirganên dinyayê ji zêdehiya kêfa wê dewlemend bûn.»
Hingê min ji ezmên dengekî din bihîst ku digot: «Ya gelê min, ji wê derkevin, Da ku hûn nebin hevparên gunehên wê Û ji belayên wê Parê nestînin.
Çimkî gunehên wê gihîştin heta bi ezmên Û Xwedê neheqiyên wê anîn bîra xwe.
Wê bi xwe çawa dabe, hûn jî wisa bidin wê Û li gor kirinên wê du qat bidin wê; Û ew kasa ku wê daye vexwarin, hûn du qat bi wê bidin vexwarin.
Çiqas rûmet dabe xwe û kêf û şahî kiribe, Ewqas cefa û xemgîniyê bidin wê. Çimkî di dilê xwe de dibêje: ‹Ez bi şahbanûyî rûdinim, Ez ne jinebî me Û ez tu caran şînê nagirim.›
Ji bo vê yekê belayên wê – Mirin, şîn û xela – wê di rojekê de bên Û ewê bi êgir bê şewitandin. Çimkî Xudan Xwedayê ku dîwana wê dike, hêzdar e.»
Û padîşahên dinyayê yên ku pê re fuhûşî û kêf kirine, çaxê dûmana şewitandina wê bibînin, wê li ser wê bigirîn û li xwe bidin.
Ji tirsa cefayê ku ew dikişîne, wê li dûr bisekinin û bêjin: «Wax, wax, bajarê mezin, Bajarê hêzdar, Babîl! Çimkî dîwanbûna te wisa di saetekê de hat.»
Bazirganên dinyayê wê li ser wê bigirîn û şînê bigirin. Çimkî malên wan,
zêr û zîv, kevirên hêja, lal û dur, kitanê hêja, qumaşên binefşî, hevrîşim, qumaşên sor, her cûreyê darê bîhnxweş û her tiştên ji diranên fîlan, tiştên ji darê herî hêja, ji tûnc, ji hesin û ji mermer;
darçîn, biharat, bixûr, rûnê bîhnxweş, cewîşêrîn, şerab, dohnê zeytê, arê xas, genim, dewar, mî, hesp, erebe, kole û mirovan êdî tu kes nakirre.
Ew dibêjin: «Ew fêkiyên ku dilê te diçû wan Ji destê te derketin, Tiştên şewqdar û dilkêş Ji te re neman Û êdî tu kes tu caran wan nabîne.»
Bazirganên van tiştan, yên ku ji Babîlê dewlemend bûne, wê ji tirsa cefayê wê li dûr bisekinin û bi şîn û girîn bêjin:
«Wax, wax, bajarê mezin! Ku bi kitanê hêja, qumaşê binefşî û sor hatiye pêçan Û bi zêr, kevirê hêja û bi duran hatiye xemilandin!
Evqas dewlemendî di saetekê de wêran bû!» Û her qaptanê gemiyê û her rêwiyê ku bi gemiyê diçe cihekî, gemîvan û hemû yên ku bi kar û xebatên deryayê abora xwe dikin, li dûr disekinîn
û gava dûmana şewitandina wî didîtin, bi qîrîn digotin: «Ma bajarekî din ê wek vî bajarê mezin heye?»
Wan xwelî li serê xwe kir, bi şîn û girîn kirin qîrîn û gotin: «Wax, wax, bajarê mezin! Yên ku di deryayê de gemiyên wan hene Hemû bi malên wî yên hêja dewlemend bûn. Lê wisa di saetekê de bajar wêran bû.
Ey ezmanno û hûn pîrozno! Şandîno û pêxemberno! Li ser wî şa bibin! Çimkî Xwedê dîwana wî kir, heqê we ji wî stand.»
Hingê milyaketekî hêzdar kevirek wek beraşekî mezin hilda, avêt deryayê û got: «Bajarê mezin Babîl weha bi ketineke mezin wê bê avêtin Û êdî tu caran xuya nabe.
Êdî dengê çengvan, muzîkvan, Bilûrvan û borîzanan Tu caran di nav te de nayê bihîstin. Êdî pîşekarên tu pîşeyî Tu caran di nav te de peyda nabin. Û êdî dengê beraşan Tu caran di nav te de nayê bihîstin.
Êdî ronahiya qendîlan Tu caran di nav te de ronahî nade Û êdî dengê bûk û zava Tu caran di nav te de nayê bihîstin. Bazirganên te giregirên dinyayê bûn Û hemû milet bi sêrbaziya te ji rê derketin.
Xwîna pêxember, pîroz û hemûyên ku Li ser rûyê erdê hatine şerjêkirin ket stûyê wî bajarî.»
Piştî van tiştan, min li ezmên dengekî bilind bihîst, wek dengê elaleteke mezin bû û digot: «Helêlûya! Xilasî, rûmet û hêz, yên Xwedayê me ne!
Çimkî dîwankirina wî rast û dadperwer e. Wî dîwana fahîşeya mezin kir, Ya ku rûyê erdê bi fuhûşiya xwe xera kiriye Û wî heyfa xwîna pîrozên xwe jê stand.»
Û cara diduyan gotin: «Helêlûya! Dûmana bajêr her û her bilind dibe.»
Bîst û çar rihspî û çar afirîdên jîndar deverû çûn ser çokan û perizîn Xwedayê ku li ser text rûniştiye û gotin: «Amîn, Helêlûya.»
Hingê dengek ji text hat û got: «Ey hemû xulamên wî yên ku ji wî ditirsin, Biçûk û mezin pesnê Xwedayê me bidin.»
Piştre min dengek wek dengê elaleteke mezin, dengê gelek avê û dengê xurexura ewrên hêzdar bihîst ku digot: «Helêlûya! Çimkî Xudan Xwedayê me, Karîndarê her tiştî, hukumdariyê dike.
Em şa û dilgeş bibin Û em rûmetê bidin wî. Çimkî daweta Berx hat Û bûka ku ji bo wî ye, xwe amade kir.
Û jê re hat dayîn, ku ew Kitanê hêja yê ku dibiriqe û paqij e, wergire.» Mana kitanê hêja, kirinên pîrozan ên dadperwer in.
Hingê milyaket ji min re got: «Binivîse: ‹Xwezî bi wan ên ku ji bo ziyafeta daweta Berx hatine vexwendin!›» Û ji min re got: «Evên ha peyvên Xwedê yên rast in.»
Û ez li ber lingên wî deverû çûm ser çokan, ku ez biperizim wî. Lê wî ji min re got: «Nebe ku tu vê yekê bikî! Ez xizmet-hevalê te û xizmet-hevalê birayên te me, yên ku şahidiya Îsa bi wan re ye. Biperize Xwedê, çimkî şahidiya Îsa ruhê pêxemberîtiyê ye.»
Hingê min ezman vebûyî dît. Va ye, hespekî boz. Ji siwarê wî re Yê Dilsoz û Rast tê gotin; ew di şer û dîwankirinê de dadperwer e.
Çavên wî wek pêta êgir in û li ser serê wî gelek tac hene. Navekî wî yê nivîsî heye ku ji wî pê ve tu kes nizane.
Û cilek li xwe kiriye ku li xwînê hatiye xistin û navê wî ‹Peyva Xwedê› ye.
Ordiyên li ezmên ên ku bi kitanê hêja yê spî û paqij hatibûn wergirtin, li ser hespên boz li pey wî dihatin.
Şûrekî tûj ji devê wî derdikeve, da ku li miletan bixe û ew bi xwe wê bi gopalê hesin serweriyê li wan bike. Ew bi xwe wê mahsera şeraba xezeba Xwedayê karîndarê her tiştî ya dijwar biguvêşe.
Li ser cilê wî û li ser kemaxa wî navekî nivîsî heye: PADÎŞAHÊ PADÎŞAHAN Û XUDANÊ XUDANAN.
Û min milyaketek dît ku li ser rojê disekinî û bi dengekî bilind gazî kir û ji hemû teyrên ku di nava ezmên de difirîn re got: «Werin ziyafeta Xwedê ya mezin, li cihekî bicivin,
da ku hûn goştê padîşahan, goştê serdaran, goştê mêrxasan, goştê hespan û siwarên wan, goştê hemû azad û xulaman, biçûk û mezinan bixwin.»
Hingê min cenawir û padîşahên dinyayê û ordiyên wan li cihekî civiyayî dîtin, da ku cengê bi siwarê hêsp û bi ordiya wî re bikin.
Û cenawir û pêxemberê derewîn bi wî re, bi hêsîrtî hatin girtin. Pêxemberê derewîn ew bû ku li ber cenawir nîşanên mezin dikirin û bi wan nîşanan ew ên ku deqa cenawir distandin û ji sûretê wî re diçûn ser çokan, dixapandin. Ev herduyên ha sax hatin avêtin nav gola êgir a ku bi kewkurtê dişewite.
Yên bi şûn de mayî, bi wî şûrê ku ji devê siwarê hêsp derdiket, hatin kuştin û hemû teyran ji goştê wan têr xwar.
Û min milyaketek dît ku ji ezmên dihat xwarê; di destê wî de mifta kortala bêbinî û zincîreke mezin hebû.
Wî ejder, marê kevin ê ku Îblîs, yanî Şeytan e, girt û ew hezar salî girêda.
Wî ew avêt kortala bêbinî, ser wî girt û mor kir, da ku heta hezar sal temam bibin êdî miletan nexapîne. Piştî vê yekê divê ku ew demeke kurt bê berdan.
Min text dîtin û ew li ser wan rûniştin, desthilatî ji wan re hat dayîn, ku ew dîwanê bikin. Îcar min canê wan ên ku ji ber şahidiya Îsa û ji ber peyva Xwedê serê wan hatiye birrîn dîtin. Ew ji cenawir re û ji sûretê wî re neçûne ser çokan û li ser eniya xwe û li ser destê xwe deq nestandine. Ew vejiyan û wan bi Mesîh re hezar salî padîşahî kir.
Ew miriyên ku bi şûn de man, heta hezar sal temam bûn venejîn. Vejîna pêşî ev e.
Yê ku para wî di vejîna pêşî de heye pîroz e û xwezî bi wî; hukumdariya mirina diduyan li ser wan tune. Lê belê wê bibin kahînên Xwedê û yên Mesîh û wê bi wî re hezar salî padîşahiyê bikin.
Çaxê hezar sal temam bibin, Îblîs wê ji zîndanê bê berdan.
Ewê derkeve, da ku wan miletên ku li ser her çar riknên erdê ne – Gog û Magog – bixapîne û ji bo cengê wan li cihekî bicivîne. Hejmara wan wek seylaka ber deryayê ye.
Ew derketin ser pehnahiya erdê û hawirdora wargehê pîrozan û bajarê hezkirî girtin. Lê ji ezmên agir hat xwarê û ew xwarin.
Îcar ew Îblîsê ku ew ji rê derxistine, hat avêtin nav gola êgir û kewkurtê, cihê ku cenawir û pêxemberê derewîn tê de ne. Bi şev û roj, her û her ezab wê li wan bê kirin.
Hingê min textekî mezin ê spî û yê li ser wî rûniştibû dît. Erd û ezmên ji ber wî bazdan û cihek ji bo wan peyda nebû.
Û min yên mirî, yên biçûk û mezin, li ber text sekinî dîtin. Kitêb vebûn û kitêbeke din a ku Kitêba Jiyanê ye vebû. Mirî, li gor kirinên xwe yên ku di kitêban de nivîsî bûn, hatin dîwankirin.
Û deryayê ew miriyên ku di wê de bûn dan; mirinê û diyarê miriyan jî ew miriyên ku di wan de bûn, dan. Û her yek li gor kirinên xwe hat dîwankirin.
Hingê mirin û diyarê miriyan hatin avêtin nav gola êgir. Ev gola êgir mirina diduyan e.
Û navê kê di Kitêba Jiyanê de nivîsî nehatibe dîtin, hat avêtin nav gola êgir.
Hingê min erdekî nû û ezmanekî nû dîtin; çimkî ezmanê pêşî û erdê pêşî bihûrîn û êdî derya tunebû.
Min dît ku Bajarê Pîroz, Orşelîma nû wek bûka ku ji bo mêrê xwe hatiye xemilandin, ji nav ezmên ji Xwedê dihat xwarê.
Û min ji text dengekî bilind bihîst ku digot: «Va ye, konê Xwedê di nav mirovan de ye û ew bi xwe wê bi wan re bijî. Ewê gelên wî bin û Xwedê bi xwe wê bi wan re be û Xwedayê wan be.
Ewê ji çavên wan hemû hêstirên wan paqij bike û êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin; çimkî tiştên berê bihûrîn.»
Hingê yê ku li ser text rûniştibû got: «Va ye, ez her tiştî nû çêdikim.» Û got: «Binivîse, çimkî ev peyvên ha dilsoz û rast in».
Û ji min re got: «Her tişt çêbû. Ez Alfa û Omêga, Destpêk û Dawî me. Ezê ji kaniya ava jiyanê belaş bidim yê ku tî bûye.
Yê ku bi ser bikeve wê ji van tiştan parê bistîne û ezê Xwedayê wî bim û ewê kurê min be.
Lê heçî yên tirsonek in, yên bêewle, yên di nav pîsîtiyê de ne, yên kuştinê dikin, yên zînakar, yên sêrbaz, yên pûtperest û hemû yên ku derewkar in, para wan di wê golê de ye, ku bi êgir û kewkurtê dişewite. Mirina diduyan ev e.»
Milyaketek ji wan heft milyaketan hat, yên ku heft piyanên bi heft belayên dawî tije bi wan re bûn, bi min re peyivî û got: «Were vê derê, ezê bûkê nîşanî te bidim, bûka ku ji bo Berx e.»
Îcar wî ez bi Ruh birim çiyayekî mezin û bilind û Bajarê Pîroz Orşelîm nîşanî min da, ku ji nav ezmên ji ba Xwedê dihat xwarê.
Di nav wî de rûmeta Xwedê şewq dida; ronahiya wî wek kevirê hêja bû, wek kevirê yêşîm yê ku ronahî tê re xuya dike.
Dîwarê wî yê mezin û bilind hebû, diwanzdeh dergeh û li ber dergehan diwanzdeh milyaket hebûn. Li ser dergehan navên her diwanzdeh eşîrên kurên Îsraêl nivîsî bûn.
Ji aliyê rojhilat ve sê dergeh û ji aliyê bakur ve sê dergeh û ji aliyê başûr ve sê dergeh û ji aliyê rojava ve sê dergeh hebûn.
Diwanzdeh bingehên dîwarê bajêr hebûn û li ser wan, diwanzdeh navên diwanzdeh Şandiyên Berx nivîsî bûn.
Û di destê wî milyaketê ku bi min re dipeyivî de ji bo pîvandinê qamîşekî zêrîn hebû, da ku bajêr, dergehên wî û dîwarê wî bipîve.
Çar riknên bajêr hebûn, dirêjahiya bajêr wek pehnahiya wî bû. Wî bajar bi qamîş pîva, diwanzdeh hezar meydan bû; dirêjahî, pehnahî û bilindahiya wî wek hev bûn.
Wî dîwarê bajêr pîva û li gor pîvana milyaket a ku mirov wê bi kar tîne, sed û çil û çar gaz bû.
Û dîwar ji yêşîm hatibû çêkirin û bajar zêrê xasê mîna cama safî bû.
Bingehên dîwarê bajêr, bi her cûreyê kevirên hêja hatibûn xemilandin. Bingeha pêşî yêşîm, ya diduyan safîr, ya sisiyan eqîqê gewr, ya çaran zimrûd,
ya pêncan eqîqê spî, ya şeşan eqîqê sor, ya heftan yaqûtê zer, ya heştan zimrûdê şîn, ya nehan zeberced, ya dehan zimrûdê zer, ya yanzdehan yaqûtê şîn, ya diwanzdehan yaqûtê binefşî bû.
Diwanzdeh dergeh diwanzdeh dur bûn, her dergehek ji durekê bû û kolana bajêr zêrê xas ê wek cama zelal bû.
Min di bajêr de Perestgeh nedît; çimkî Xudan Xwedayê karîndarê her tiştî û Berx Perestgeha wî ne.
Ne hewce ye ku roj û heyv bajêr ronahî bikin, çimkî rûmeta Xwedê wî ronahî dike û Berx çira wî ye.
Milet wê di ronahiya wî de rêve herin û padîşahên dinyayê wê rûmeta xwe bînin nav wî.
Tu rojan dergehên wî nayên girtin, çimkî li wê derê nabe şev.
Wê rûmet û serbilindahiya miletan bînin nav wî.
Lê qet tiştekî murdar nakeve nav bajêr. Û yên ku pîsîtiyê dikin û derewan dikin jî, nakevin nav wî. Bi tenê yên ku di kitêba Berx ya jiyanê de hatine nivîsîn wê bikevin nav wî.
Hingê milyaket çemê ava jiyanê nîşanî min da. Ew wek cama zelal bû û ji textê Xwedê û Berx derdiket û di nava kolana bajêr de diherikî.
Li herdu aliyên çem dara jiyanê hebû; diwanzdeh cûreyên fêkî pê ve tê û ew her meh fêkiyê xwe dide. Û pelên darê ji bo saxbûna miletan in.
Êdî tiştê nifirlêbûyî wê qet nebe. Textê Xwedê û Berx wê di nav bajêr de be û xulamên wî wê xizmetê ji wî re bikin.
Ewê rûyê wî bibînin û navê wî wê li ser eniya wan be.
Û êdî nabe şev û hewcedariya wan bi ronahiya çirayê û bi ronahiya rojê namîne, çimkî Xudan Xwedê wê ronahiyê bide wan û wê her û her padîşahiyê bikin.
Milyaket ji min re got: «Ev peyvên ha dilsoz û rast in. Xudan, Xwedayê ku Ruhê xwe dide pêxemberan, milyaketê xwe şand, da ku tiştên ku divê di nêzîk de çêbin, nîşanî xulamên xwe bide.»
«Va ye, ez zû têm. Xwezî bi wî yê ku peyvên pêxemberîtiyê yên vê kitêbê digire!»
Ez Yûhenna me, yê ku ev tiştên ha bihîstine û dîtine. Û gava min ew bihîstin û dîtin, ez li ber lingên wî milyaketê ku ev tiştên ha nîşanî min dan, deverû çûm ser çokan, da ku ez biperizim wî.
Lê wî ji min re got: «Nebe ku tu vê yekê bikî! Ez xizmet-hevalê te me, yê birayên te yên pêxember û yê wan kesan im ku peyvên vê kitêbê digirin. Ji Xwedê re here ser çokan.»
Hingê wî ji min re got: «Peyvên pêxemberîtiyê yên vê kitêbê mor neke, çimkî wext nêzîk e.
Yê ku neheqiyê dike, bila bêtir neheqiyê bike, yê pîs bila pîstir be, yê rastdar bila bêtir rastiyê bike û yê pîroz bila pîroztir be.»
«Va ye, ez zû têm û xelata min di destê min de ye, da ku ez li gor kirinên her yekî bidim wî.
Alfa û Omêga, Yê Pêşî û Yê Paşî, Destpêk û Dawî ez im.»
«Xwezî bi wan ên ku xiftanê xwe şuştine, da ku heqê wan hebe, ku bên dara jiyanê û di dergehên bajêr re bikevin hundir!
Yên wek kûçikan, yên sêrbaz, yên zînakar û yên mêrkuj, yên pûtperest û her kesê ku ji derewan hez dike û derewan dike, ew li derve ne.
«Ez Îsa, min milyaketê xwe şand, da ku ew ji bo civînên bawermendan li ser van bûyeran ji we re şahidiyê bike. Ez ra û dûndana Dawid im, ez stêra sibê ya şewqdar im.»
Ruh û bûk dibêjin: «Were!» Û yê dibihîze bila bêje: «Were!» Û yê tî bûye bila bê; yê dixwaze bila belaş ava jiyanê bistîne.
Ez ji her kesê ku peyvên pêxemberîtiyê yên vê kitêbê dibihîze re şahidiyê dikim: Eger mirovek tiştekî li ser van zêde bike, Xwedê wê van belayên ku di vê kitêbê de nivîsî ne bîne serê wî.
Û eger mirovek ji peyvên pêxemberîtiyê yên vê kitêbê derxe, Xwedê wê para wî ji dara jiyanê ya ku di vê kitêbê de nivîsî ye û ji Bajarê Pîroz derxe.
Yê ku şahidiyê ji van tiştan re dike, dibêje: «Erê, ez zû têm». Amîn. Were, ya Xudan Îsa.
Kerema Xudan Îsa li ser we hemûyan be.