Ev kitêba nîjada Îsa Mesîhê lawê Dawidê, lawê Birahîm e: Birahîm bavê Îshaq bû; Îshaq bavê Aqûp bû; Aqûp bavê Cihûda û birayên wî bû; Cihûda bavê Pêrez û Zerah, yên ku ji Tamara ve welidîne bû; Pêrez bavê Hesrûn bû; Hesrûn bavê Aram bû; Aram bavê Amînadab bû; Amînadab bavê Nahşon bû; Nahşon bavê Selman bû; Selman bavê Boazê ku ji Rehab ve welidiye bû; Boaz bavê Obêdê ku ji Rût ve welidiye bû; Obêd bavê Îşay bû û Îşay bavê qiral Dawid bû. Qiral Dawid bavê Silêmanê ku ji jina Ûriya ye bû; Silêman bavê Rehoboam bû; Rehoboam bavê Aviya bû; Aviya bavê Asa bû; Asa bavê Yoşafat bû; Yoşafat bavê Yorem bû; Yorem bavê Ûziya bû; Ûziya bavê Yotam bû; Yotam bavê Ahaz bû; Ahaz bavê Hîzkiya bû; Hîzkiya bavê Manaşşe bû; Manaşşe bavê Amon bû; Amon bavê Yoşiya bû û Yoşiya bavê Yêxonya û birayên wî; yên ku di dema sirgûnbûna Babîlê de welidîne bû. Yêxonya bavê Şaltiyelê ku piştî sirgûnbûna Babîlê welidiye bû; Şaltiyel bavê Zerûbabel bû; Zerûbabel bavê Abiyûd bû; Abiyûd bavê Êlyaqîm bû; Êlyaqîm bavê Azor bû; Azor bavê Sadoq bû û Sadoq bavê Axîn bû; Axîn bavê Êliyûd bû; Êliyûd bavê Êlazar bû; Êlazar bavê Metan bû; Metan bavê Aqûp bû; Aqûp bavê Ûsivê mêrê Meryemê bû; ji Meryemê jî Îsayê ku bi navê Mesîh ve tête binavkirin welidî. Bi vî awayî, nifşeyên ji Birahîm heta Dawid in, çardeh nifşe ne; ji Dawid heta sirgûnbûna Babîlê çardeh nifşe ne û ji sirgûnbûna Babîlê heta Mesîh çardeh nifşe ne. Bûyîna Îsa Mesîh jî ûsa bû: Diya wî Meryem, destgirtiya Ûsiv bû; lê belê berî ku bi wê re bizewice; hate fêhm kirin ku ew ji Ruhê Pîroz ve ducanî bûye. Lê belê destgirtiyê wê, Ûsiv mirovekî salih bû û nexwest wê rûreş bike û fikirî ku dizîka wê berde. Lê belê çaxê ku ew vana difikirî, a vay, milyaketekî Xudan di xewnê de ji wî re xuya bû û got: Ya Ûsivê lawê Dawid, metirse, Meryemê ji xwe re jin bistîne; ji ber, yê ku di malzaroka wê de çêbûye ji Ruhê Pîroz e. Ew ê lawekî bîne û divê tu navê Îsa lê bike; ji ber ku ew ê gelê xwe, ji gunehên wan xelas bike. Ev hemû çêbûn ku, ew gotina Xudan bi navgîniya peyxamber bête cîh ku, dibêje: A vay, dê qîz ducan be, lawek ji wê bibe û dê navê wî Îmanûêl deynin; ev jî tê wergerandin ku: Xwedê bi me re ye. Gava Ûsiv ji xewê rabû, li gor emrê milyaketê Xudan kir û jina xwe anî cem xwe. Û ew bi wê re raneket, heta ku lawê wê bû û wî navê Îsa li zarok kir. Niha, gava Îsa li Beytlehema Cihûstanê, di rojên qiraletiya Hêrodês de welidî; a vay, stêrknas ji rojhilatê hatin Orşelîmê û bi gotina: Ka Qiralê Cihûdan yê ku bûyiye, li ku derê ye? Ji ber ku me li rojhilatê stêrka wî dît û bona ku em peristinê ji wî re bikin, hatin! Gava ku qiral Hêrodês vêya bihîst, ew lerizî û hemû Orşelîm jî pê re. Wî hemû serokên kahînan û alimên zagonê yên gel civand û ji wan pirsî: Ka divê Mesîh li ku derê biwelide? Wan ji wî re got: Li Beytlehema Cihûstanê, ji ber ku bi navgîniya peyxamber ûsa hatiye nivîsîn: Û tu, ya Beytlehema li warê Cihûstanê! Tu di nav serokên Cihûstanê de, tu carî ne yê ku herî biçûk î; ji ber ku serokê gelê min yê ku Îsraêlê bajo dê ji te ve derkeve. Wê demê Hêrodês bi dizîka bangî stêrknasan kir û wextê xuyabûna stêrkê ji wan tam hîn bû û wî wan şand Beytlehemê û ji wan re got: Herin, bi balkêşî lêkolînê li her tiştên ku di derheqê zarok de ne bikin; dema ku hûn wî bibînin, bighînin min ku, ez jî bêm û ji wî re secde bikim! Gava vana ev tişt ji qiral ve bihîstin, çûn û a vay, ew stêrka ku li rojhilatê dîtibûn, di pêşiya wan de diçû; heta ser wî cîhê ku zarok lê bûyiye û sekinî. Gava ku wan jî ew stêrk dîtin, bi dilşayiyeke zehf mezin dilgeş bûn. Û çûn hundir, zarok tevî diya wî Meryemê dîtin. Li ber wî ketin ser rûyê xwe û ji wî re secde kirin; xizneyên xwe vekirin, zêr, bixûr û rûnê bêhnxweş bi diyarî dan wî. Û ji ber ku di xewna xwe de bona venegerin cem Hêrodês hatin îkaz kirin, ji rêyek din ve vegeriyan welatê xwe. Gava ku stêrknas ji wir çûn, milyaketê Xudan di xewnê de ji Ûsiv re xuya bû û got: Rabe, zarok û diya wî bigire û bireve Misirê û li wir bimîne, heta ku ez ji te re bêjim, ji ber ku Hêrodês li zarok digere ku, wî bikuje! Ûsiv jî rabû, zarok û dayika wî girt û bi şev çû Misirê. Û heta mirina Hêrodês ew li wir ma. Vêya ûsa bû ku, ew gotina Xudan bi navgîniya peyxamber hatibû gotin, bête cîh: Min ji Misirê bangî Lawê xwe kir. Gava Hêrodês dît ku ji aliyê stêrknasan ve hatiye xapandin, zehf hêrs bû û li Beytlehemê û di hundirê hemû sînorên wê de, li gor dema ku qenc ji stêrknasan ve hîn bûye, hemû zarokên law, yên du salî û jê biçûktir in da kuştin. Bi vî awayî ev gotina ku bi navgîniya Yêremya peyxamber ve hatibû gotin, hate cîh: Ji Ramayê ve dengek hat bihîstin girî û şîna giran, Rahêl ji bona zarokên xwe digirî û naxwaze bê xemrevînî kirin, ji ber ku êdî ew tune ne! Gava Hêrodês mir, milyaketê Xudan li Misirê di xewnê de ji Ûsiv re xuya bû û got: Rabe, zarok û diya wî bigire û here welatê Îsraêlê; ji ber, yên ku li kuştina zarok digeriyan, mirin! Ûsiv rabû, lawik û diya wî girt û vegeriya welatê Îsraêlê. Lê belê gava wî bihîst ku, Arxêlayo li şuna bavê xwe Hêrodês li ser Cihûstanê bûye qiral; tirsiya ku vegere wir. Û di xewnê de hate îkaz kirin, ew vekişiya herêma Celîlê. Û ew çûn bajarekî ku, ji wê re dibêjin Nisret. Ev ûsa bû ku, ew gotina bi navgîniya peyxamberan hatiye gotin, bête cîh; ya ku dibêje: Dê ji wî re yê Nisretî bibêjin. Di wan rojan de Yehyayê vaftîzkar di çola Cihûstanê de derket holê û dest bi wazdana gotinê kir û got: Tobe bikin; ji ber ku Serweriya Ezmanan nêzîk bûye! Ev e, yê ku Îşaya peyxamber qala wî kiribû; ji bona wî got: Dengekî ji çolê ve bilind dibe: Rêya Xudan amade bikin, cîhê ku derbas bibe serrast bikin! Û kincê ji pirça devê û di piştê de qayîşekî çermî yên Yehya hebûn û xwarina wî kulî û hingivê bejî bû. Wê demê gel ji Orşelîmê û hemûya Cihûstanê û ji hemû aliyên Urdunê ve dihatin cem wî û li gunehên xwe mukir dihatin û di Çemê Urdunê de, ji aliyê Yehya ve dihatin vaftîz kirin. Gava wî dît ku, ji Fêrisî û Sadûqiyan jî gellek hatine, bona ku vaftîz bin, wî ji wan re got: Ya nîjada maran! Ma kî ji we re got ku, hûn ê ji xezaba tê, birevin? Niha, zadê ku liyaqê tobekirinê ye, bînin! Û ûsa di dilê xwe de nefikirin û nebêjin: Birahîm bapîrê me ye. Ji ber ku ez ji we re dibêjim ku: Xwedê dikare ji van keviran zarokan ji Birahîm re biafirîne. A vay, bivir ji niha ve li ser rehê daran e! Her dara ku mêweyê qenc nede, dê bê birîn û bê avêtinî nava agir. Her wekî ez we ji bo tobê bi avê ve vaftîz dikim, lê belê ew ê ku li pey min ve tê, ji min xurttir e; ez ne hêjame ku, çarixên wî rahêjim; ew ê we bi Ruhê Pîroz û bi agir ve vaftîz bike. Melêva wî, di destê wî de ye û ew ê bêndera xwe paqij bike û genimê xwe berhev bike û bavêje embarê; lê belê kayê bi agirkî qet natefe ve bişewitîne. Wê çaxê Îsa ji Celîlê hat Çemê Urdunê cem Yehya ku, ji aliyê wî ve bê vaftîz kirin. Lê belê Yehya, bi gotina: Ez motajim ku, ji aliyê te ve bême vaftîz kirin, ma tu tê cem min? dixwest ku bikeve pêşiya wî. Lê belê Îsa bersiv da û ji wî re got: Niha bihêle, ji ber ku divê em hemûya rastiyê bi vî awayî bînin cîh! Wê demê Yehya wî berda. Û Îsa vaftîz bû, hema ji avê derket û a vay, ezman vebûn û wî dît ku Ruhê Xwedê mîna kevokekê daket û hate ser wî. Û a vay, dengekî ji ezmanan ve got: Lawê minî xoşewîst ev e, ez ji wî dilxweş im! Wê gavê Ruh berê Îsa da çolê ku, ji aliyê Îblîs ve bê ceribandin. Û piştî ku wî çel roj û çel şevî rojî girt, birçî bû. Wê gavê yê ku diceribîne nêzîkî wî bû û jê re got: Ger tu Lawê Xwedê be, bêje, bila van keviran bibin nan! Îsa jî lê vegerand û got: Hatiye nivîsandin ku: Mirov tenê bi nan najî, lê belê bi her gotina ku ji devê Xwedê derdikeve dijî! Pişt re Îblîs wî bir bajarê pîroz, derxist ser qûleya Perestgehê û ji wî re got: Ger tu Lawê Xwedê be, de xwe ji wir bavêje xwar; ji ber ku hatiye nivîsandin: Dê ew ê ji bo te emir bide milyaketên xwe û dê ew ê te li ser destê xwe hilgirin ku, tu lingê xwe li kevirekî nexe. Îsa ji wî re got: Ev jî hatiye nivîsandin: Tuyê Xudan Xwedayê xwe neceribîne! Dîsa Îblîs ew derxist ser çiyayekî zehf bilind û hemû qiraletiyên dinê û bedewiya wan nîşanî wî da û ji wî re got: Ger tu bikevî ser rûyê xwe û ji min re peristinê bike, ez ê vana hemûyan bidim te! Wê gavê Îsa ji wî re got: Vekişe, Îblîs! Ji ber ku hatiye nivîsandin: Ji Xudan, Xwedayê xwe re peristinê bike û tenê ji wî re qûlitiyê bike! Wê çaxê Îblîs dev ji wî berda û a vay, milyaket hatin û ji wî re xizmet kirin. Gava Îsa bihîst ku Yehya hatiye girtin, çû aliyê Celîlê. Û wî Nisretê berda, hat Kefernahumê, ber behrê, li nav sînorê Zebûlûnê û Naftaliyê sekinî; da ku, ew gotina bi navgîniya Îşaya peyxamber ve hatiye gotin bila bête cîh: Welatê Zebûlûnê û welatê Naftaliyê, li ser rêya ber bi behrê, wî aliyê Urdunê, Celîla neteweyan! Ew gelê ku di nav tariyê de rûdine, wan ronahiyek mezin dît û yên ku li welat, di siya mirinê de rûdinin, ronahiyek ji wan re derket. Wê çaxê Îsa dest bi wazdanê kir û got: Tobe bikin, ji ber ku Serweriya Ezmanan nêzîk bûye! Û gava ku Îsa li ber qeraxa behra Celîlê digeriya, wî du bira dîtin; Şîmûnê ku ji wî re digotin Pêtrûs û Andrêyasê birayê wî; wan tor diavêtin behrê, ji ber ku ew masîgir bûn. Û Îsa ji wan re got: Li pey min werin; ez ê we bikim nêçîrvanê mirovan! Wan jî hema torên xwe di cîh de hiştin û li pey wî çûn. Gava ew ji wê derê hinekî pêş ve çû, rastî du birayên din jî hat; Aqûpê Zebedî û Yûhenayê birayê wî; wan tevî bavên xwe Zebedî, di lotkê de torên xwe pîne dikirin û wî bangî wan kir. Wan jî hema lotkê û bavê xwe di cîh de hiştin û li pey wî çûn. Îsa li hemûya Celîlê digeriya, di keniştên wan de hîn dikir û Mizgîniya Serweriya Ezmanan waz dida; çi jan û nexweşiyên di nava gel de hebûn baş dikir. Û navê wî li her derê Sûriyê belav bû û wan her cûre mirovên nexweş dianîn cem wî, yên ku cûr bi cûr di êş û janê de bûn; yên li cinan ketî û fêdar û kûd û wî wan baş kir. Û ajaweyên mezin yên ku ji Celîlê û ji Dêkapolîsê û ji Orşelîmê û ji Cihûstanê û ji wî aliyê Urdunê ve dihatin, li pey wî çûn. Gava Îsa ajaweyê dît, hilkişiya çiyê û dema rûnişt, şagirtên wî hatin cem wî. Û wî devê xwe vekir, hînî wan kir û got: Xwezî li yên ku di ruh de xizan in; ji ber ku Serweriya Ezmanan ya wan e! Xwezî li yên ku di şînê de ne; ji ber ku ew ê bêne xemrevîn kirin! Xwezî li yên ku nefsbiçûk in; ji ber ku ew ê erdê bi mêrasî bistînin! Xwezî li yên ku ji rastiyê re birçî û tî bûne; ji ber ku ew ê bêne têr kirin! Xwezî li yên ku dilsoz in; ji ber ku dê ji wan re dilsozî bête kirin! Xwezî li yên ku dilê wan paqij in; ji ber ku ew ê Xwedê bibînin! Xwezî li yên ku aşitîxwaz in; ji ber ku dê ji wan re lawên Xwedê bête gotin! Xwezî li yên ku di oxra rastiyê de zulmê dikişînin; ji ber ku Serweriya Ezmanan ya wan e! Dema mirov di oxra min de gazinan li we bikin û zulmê li we bikin û li dijî we bi derewan hemû cûreyên xerabiyê bibêjin, xwezî li we! Kêfê bikin û bikêfê bicoşin; ji ber ku xelata we li ezmanan mezin e; ji ber, wan li peyxamberên ku berî we bûn jî ûsa zulmê kirin. Xwêya erdê hûn in. Lê belê ger xwê tama xwe winda bike, dê mirov çawa tama xwê bide wê? Êdî dê qenciya wê bi tu tiştekî re nebe; ji bilî ku bavêjin derve û di bin lingên mirovan de bête pelixandin. Ronahiya dinê hûn in. Bajarê ku li serê çiyê ye, nayê veşartin. Mirov çira jî vênaxine û naxe bin olçekê, lê wê datîne ser ref û ronahiyê dide hemûyên ku di malê de ne. Ûsa jî bila ronahiya we li ber mirovan şewle bide ku, bila ew jî xebatên we, yên qenc bibînin û ji Bavê we yî li ezmana ye re şikir bikin. Nebêjin qey ez bona ji holê rakirina zagon an jî peyxamberan hatime. Ez nehatim ku betal bikim, lê ez hatim ku wan hemûyan temam bikim! Bi rastî ez ji we re dibêjim: Berî windabûna erd û ezman, herfek an jî niqtukek biçûk ji zagonê winda nabe, heta ku hemû bêne cîh. Ji ber vê yekê, kî ji van emiran yekî herî biçûk xera bike û bi wî awayî hînî mirovan bike, dê ji wî kesî re, di Serweriya Ezmanan de yê herî biçûk bête gotin; lê belê kî ku wan bîne cîh û hîn bike, di Serweriya Ezmanan de dê ji wî re yê mezin bête gotin. Ez ji we re dibêjim ku, ger rastiya we ji rastiya zagonzan û Fêrisiyan ne zêdetir be, hûn tu carî nikarin têkevin Serweriya Ezmanan! We bihîstiye ku, ji kalikan re hatiye gotin: Nekuje! Kî ku bikuje, dê darazkirinê li xwe heq bike. Lê belê ez ji we re dibêjim: Her kesê ku ji birayê xwe hêrs bibe, dê bibe mistehaqê darazkirinê. Û her kesê ku ji birayê xwe re bibêje: Raka! dê bibe mistehaqê Civata Netewî. Û her kesê ku bibêje: Ehmeq! dê bibe mistehaqê agirê dojehê. Ji ber vê yekê dema tu xelata xwe di pêşkêşgehê de pêşkêş dikî, ger li wê derê bête bîra te ku dilê birê te ji te maye, xelata xwe li wê derê, li ber pêşkêşgehê bihêle û berê here, bi birayê xwe re li hev were û paşê vegere, xelata xwe pêşkêş bike! Dema tu bi dozdarê xwe re hîn di rê de diçî, destê xwe zû bigre û bi wî re li hev were ku ew te nede destê dadger û dadger jî te nede destê pasban û tuyê bi girtîgehê ve neyê avêtin. Bi rastî ez ji te re dibêjim: Heta ku tu qurişê xwe yî dawîn nede, tu nikarî ji wir derkevî! We bihîstiye, hatiye gotin ku: Zinê meke! Lê belê ez ji we re dibêjim, kî bi dilbijînê li jinikekê binihêre, wî di dilê xwe de êdî tevî wê zinê kiriye. Ger çavê te yî rastê te ber ve sûckirinê bibe, wî derxîne û ji xwe bavêje! Ji ber ku ji te re hîn jî çêtir e ku, endamekî te winda bibe, lê belê hemû bedena te nekeve dojehê. Û ger destê te yî rastê te berbi sûckirinê bibe, wî jêke û bavêje! Ji ber ku ji te re hîn jî çêtir e ku, endamekî te winda bibe, lê belê hemû bedena te nekeve dojehê. Ev jî hatiye gotin: Kî jina xwe berde, bila kaxeza jinberdanê bide wê. Lê belê ez ji we re dibêjim: Kî ku xeynî sedema zinê jina xwe berde, ew dibe sedema zinê kirina wê û kî ku bi jina berdayî re bizewice, zinê dike. We ev jî bihîstiye ku, ji kalikan re hatiye gotin: Bi derewan sond nexwe û tuyê sondên xwe ji Xudan re bide. Lê belê ez ji we re dibêjim: Qet sondê nexwin, ne bi ezmanan, ji ber ku ew texta Xwedê ye, ne bi erdê, ji ber ku ew pêlika bin lingên wî ye, ne jî bi Orşelîmê, ji ber ku ew bajarê Qiralê mezin e. Û ne jî bi serê xwe sondê bixwe, ji ber ku tu nikarî têlekî serî sipî bikî, an reş bikî. Lê bila gotina we: Erê – erê! an jî: Na – na be! Ji vê zêdetir ji yê xerab e. We bihîstiye ku, hatiye gotin: Ji çav re çav û ji diran re diran! Lê belê ez ji we re dibêjim: Li hember yê xerab nesekinin; ger yek şîrmaqekê li rûyê te yî rastê xe, yê din jî bide ber. Û ger yek bixwaze ku bi te re here dadgehê û kirasê te ji te bistîne, eba xwe jî ji wî re bihêle. Û ger yek zorê li te bike, mîlekê te di rê ve bibe, pê re du mîlan here. Bide yê ku ji te bixwaze û wecê xwe ji yê ku ji te deyn bixwaze, venegerîne! We bihîstiye ku, hatiye gotin: Ji cîranê xwe hez bike; ji dijminê xwe jî bikerihe. Lê belê ez ji we re dibêjim: Ji neyarên xwe hez bikin û ji bona yên ku zulmê li we dikin, dua bikin. Ûsa ku, hûn bibin zarokên Bavê xwe yî ezmanan. Ji ber ku ew roja xwe him li ser qencan, him jî li ser xeraban re hiltîne û baranê him li ser rastan ve him jî li ser çewtan ve dibarîne. Ger hûn tenê ji hezkiriyên xwe hez bikin, ma dê çi qenciya wê ji we re bibe? Ma karmendên bacê jî ûsa nakin? Û ger hûn tenê silavê bidin birayên xwe, ma hûn çi tiştî ji yên din zêdetir dikin? Ma pûtperest jî ûsa nakin? Ji ber vê yekê, çawa ku Bavê we yî ezmanan kamil e, hûn jî ûsa kamil bin! Bala xwe bidin ku, hûn xebatên xwe yên qenc li ber çavên mirovan, ji bo nîşan danê mekin; ger hûn ûsa bikin, wê çaxê dê li cem Bavê we yî ezmanan xelata we tune be. Niha, dema ku tu xêratê bidî, li pêşiya xwe boriyê nede lêxistinê; mîna mirovên durûyî, bona ku ji aliyê mirovan ve pesnahiyên wan bên dayîn, di kenişt û sûkan de dikin. Bi rastî ez ji we re dibêjim: Wan berdêlên xwe stendine. Lê belê gava tu xêrê dikî, bila destê te yî çepê nizanibe ku destê te yî rastê çi kiriye. Xêra xwe bi dizîka bike; bavê te yî di dizîkayiyê de dibîne jî, dê bide te. Gava hûn dua dikin, mîna durûyan nebin! Ji ber ew hez dikin, bona ku mirov wan bibînin, di kenişt û qadan de disekinin û dua dikin. Bi rastî ez ji we re dibêjim: Êdî wan heqê xwe stendine. Lê belê dema tu dua dikî, bikeve oda xwe, deriyê xwe bigre û li ber Bavê xwe yî ku nayê dîtinê, dua xwe bike. Û Bavê te ku nayê dîtinê, di veşartinê de dibîne, dê eşkere bide te. Gava ku hûn dua dikin, mîna pûtperestan qinikên vala nekin! Ji ber ew difikirin ku, bi zêde axaftina wan, duayê wan bên bihîstin. Ji ber vê yekê, hûn mîna wan nebin! Ji ber, berî ku hûn jê bixwazin, Bavê we dizane, çi ji we re hewce dike. Ji ber vê yekê hûn ûsa dua bikin: Ya Bavê me yî ezmanan! Bila navê te bê pîroz kirin. Serweriya te bê, mîna li ezmanan, bila li erdê jî viyana te bibe. Nanê me yî rojane, îroj bide me. Û deynên me ji me re bibexşîne, çawa ku em jî ji deyndarên xwe dibexşînin. Û me nexe ceribandinê, lê belê me ji yê xerab xelas bike. Ji ber ku serwerî, qudret û bilindahî heta abadînan yên te ne! Amîn. Ji ber ku ger hûn sûcên mirovan bibexşînin, dê Bavê we yî ezmanan jî we bibexşîne. Lê belê ger hûn sûcên mirovan nebexşînin, dê Bavê we jî sûcên we nebexşîne. Gava ku hûn rojî digirin, mîna durûyan rûyê xwe daneliqînin; ji ber, ew rûyê xwe dadiliqînin ku, mirov bizanibin, ew bi rojî ne. Bi rastî ez ji we re dibêjim ku, wan berdêlên xwe stendine. Lê belê dema tu rojî digirî, rûn li serê xwe bide û serçavê xwe bişo; da ku, tu ne ji mirovan re, lê ji Bavê xwe yî ku nayê dîtin re bi rojî bête xuya kirin û Bavê te yî ku di veşartinê de dibîne, dê eşkere bide te. Li rûyê erdê, ji xwe re xezîneyan necivînin; li vir çirçirk û zingar tune dike, diz jî qul dikin û didizin. Dêvla vêya, li ezmanan ji xwe re xezîneyan bicivînin ku, li wir ne çirçirk dikare tune bike, ne jî zingar, diz jî nikarin qul bikin û bidizin! Ji ber ku xezîneya te li ku be, dê dilê te jî li wir be. Ronahiya bedenê çav e; ger çavê te qenc be, hemûya bedena te ronahî dibe. Lê belê ger çavê te xerab be, dê hemûya bedena te di tariyê de be. Ger ronahiya di te de tarî be, ew tarî çi mezin e! Tu kes nikare ji du efendiyan re xulamtiyê bike; ji ber ku dê an ji yekî bikerihe û ji yê din hez bike, an jî bi yekî re dilsoz bimîne û yê din biçûk bibîne. Hûn nikarin him ji Xwedê re û him jî ji Mammon re xulamtiyê bikin! Ji bo vê yekê ez ji we re dibêjim: Bona jiyana xwe bi gotina, em ê çi bixwin, an çi vexwin û bona bedena xwe, em ê çi li xwe kin nebêjin û nekevin xemê! Ma can ji xwarinê, beden jî ji kincan ne bilindtir e? Li civîkên ezmanan binihêrin! Ew ne diçînin, ne didûrin, ne jî di embaran de dicivînin û dîsa jî Bavê we yî li ezmanan wan têr dike. Ma hûn ji wan hîn jî ne biqîmetir in? Di nava we de, kî dikare bi xemgîniyê pîvanekê bi ser qama xwe ve bixe? Bona kincan çima hûn dikevin xemê? Sosinên qirê bînin ber çavên xwe; çi xweşik belav dibin û mezin dibin! Ne dişuxulin, ne jî dirêsin. Lê belê ez ji we re dibêjim: Silêman jî di nava hemû rewnaqiya xwe de mîna vana li xwe nekiribû û xwe nepêça bû. Lê belê ger Xwedê gîhayê çolê, ya ku îroj heye û sibê dê bi firnê ve bête avêtin, ûsa lê dike, ma qey dê hîn jî zêde kincan li we neke, ya bawerî kêmno? Ji ber vê yekê bi gotina: Em ê çi bixwin? an jî: Em ê çi vexwin? An jî: Em ê çi li xwe bikin? nekevin xemê! Kesên pûtperest, hemû li van tiştan digerin. Ji ber, Bavê we yî ezmanî dizane ku hewcedariya we ji van tiştan hemûyan re heye. Lê belê hûn pêşiyê li serwerî û rastiya Xwedê ve bigerin û dê van tiştan hemûyan ji we re bên dayîn! Ji ber vê yekê, bona sibê nekevin xemê; ji ber ku, roja sibê dê ji bo xwe xeman bikişînî. Derdê rojê besî wê ye. Daraz mekin ku, hûn neyên daraz kirin! Ji ber ku hûn bi kîjan daraziyê daraz bikin, hûn ê bi wê bên daraz kirin û hûn bi kîjan pîvanê bipîvin, dê bi wê pîvanê ji we re jî bê pîvandin. Tu çima qirşikê di çavê birayê xwe de dibînî, lê mirdiyaqê di çavê xwe de seh nakî? An jî dema mirdiyaq di çavên te de disekine, tu çawa ji birayê xwe re dibêjî: Bisekine, ez qirşika di çavê te de yî derxînim? Ya kesê bi durûyî! Pêşiyê mirdiyaqê di çavê te de ye derxîne, wê demê bona tu qirşika di çavên birayê xwe de derxînî, tuyê hîn jî qenctir bibînî! Tiştê ku pîroz e nedin kûçikan û inciyên xwe nevêjin ber berazan ku, ew wan di bin lingên xwe de neeciqînin û venegerin û we perçe nekin. Bixwazin, dê ji we re bê dayîn; bigerin, hûn ê bibînin; li derî bixin, dê ji we re bête vekirin! Ji ber ku her kesê bixwaze, dê bigire, yê bigere, dê bibîne û yê li derî bixe, dê derî ji wî re bête vekirin. Di nava we de kî, dema lawê wî ji wî nan bixwaze, kevir dide wî? An jî dema masî bixwaze, mar dide wî? Niha çawa ku hûn xerab in jî, dizanin diyariyên qenc bidin zarokên xwe, Bavê we yî li ezmanan, çiqas zêde tiştên qenc bide yên ku ji wî dixwazin! Niha hûn her çi dixwazin ku mirov ji we re bikin, hûn jî ji wan re ûsa bikin! Ji ber ku zagon ew e û peyxamberan jî. Ji deriyê teng ve bikevinê; ji ber ku deriyê dibe têkçûnê fireh û rê jî hêsan e û yên ku dikevin wê, gellek in. Lê belê deriyê ku dibe jiyanê teng û rê jî dijwar e û yên ku wê dibînin kêm in. Ji peyxamberên derewîn xwe biparêzin; ew di nava postê mîhan de nêzîkî we dibin, lê belê di hundir de gurên xwînxwar in! Hûn ê wan ji fêkiyên wan ve binasin. Ma mirov ji keleman ve tirî, ji diriyan ve hêjîran didin hev? Bi vî awayî her darê qenc, fêkiyê qenc dide, lê belê darê riziyayî fêkiyê xerab dide. Darê qenc nikare fêkiyê xerab bide û darê riziyayî jî nikare fêkiyê qenc bide. Her dara ku fêkiyê qenc nade, tête jêkirin û avêtinî nav êgir. Bi vî awayî hûn ê wan ji fêkiyên wan ve binasin. Her kesê ku ji min re dibêje: Ya Xudan, ya Xudan! Ne yê ketina Serweriya Ezmanan e! Lê yê ku viyana Bavê minî ezmanî bike, dê bikevê. Wê rojê, dê gellekan ji min re bibêjin: Ya Xudan, ya Xudan! Ma me bi navê te peyxamberî nekirin? Ma me bi navê te cinan neqewirandin? Ma me bi navê te gellek karên biqudret nekirin? Û wê demê, ez ê bi eşkeretî ji wan re bêjim: Min we qet nas nekir; ji min dûr herin, kesên bêzagon! Wê demê, her kesê ku van gotinên min dibihîze û tîne cîh, mîna zilameke baqil e ku xaniyê xwe li ser zinarê ava kiriye. Baran bariya û lehî rabûn û bahoz hat û êrîşî wî xaniyî kirin; lê belê xanî xera nebû; ji ber ku bingeha wê li ser zinarê ve hatibû avêtin. Û her kesê ku van gotinên min dibihîze û nayne cîh, mîna zilameke bêaqil e ku xaniyê xwe li ser qûmê ava kiriye. Baran bariya û lehî rabûn û bahoz hatin û êrîşî wî xaniyî kirin; xanî xera bû û him jî xerabûna wê bi tirsehêz bû. Û wusa bû ku, dema Îsa van gotinan qedand; gel bi hînkirinên wî ve gellekî ecêb man. Ji ber ku wî mîna kesekî rayedar ji wan re dida hînkirinê û ne mîna alimên wanî zagonê. Dema ew ji çiya ve daket, ajaweyek mezin li pey wî çûn. Û a vay, yekî bi cizam nêzîkî wî bû û bi gotina: Ya Xudan, ger tu bixwazî dikarî min pak bikî, jê re secde kir. Îsa jî destê xwe dirêj kir û dest li wî da û got: Dixwazim, pak bibe! Di wê demê de ew ji cizama xwe pak bû. Û Îsa ji wî re got: Tu carî ji kesekî re nebêje; lê here û xwe nîşanî kahîn bide û bona ku şahdeyê bikin, xelata ku Mûsa emir daye, pêşkêşî wan bike! Gava Îsa kete Kefernahûmê, sitvanek hate cem wî, li ber geriya û got: Ya Xudan! Xulamê minî kûd li malê radikeve, zehf êşê dikişîne! Îsa ji wî re got: Ez ê werim û wî baş bikim! Sitvan bersivê da û got: Ya Xudan! Ez ne hêja me ku, tu bê mala min; lê belê tenê gotinekê bêje û dê xulamê min baş bibe! Ji ber ku ez jî mirovekî bin emr im û di bin destê min de jî leşker hene û ez ji yekî re dibêjim: Here! diçe, ji yê din re dibêjim: Were! tê û ji xulamê xwe re dibêjim: Vî tiştî bike! ew dike. Û gava Îsa vêya bihîst, şaş ma û ji yên li paşî xwe ve dihatin re got: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Min di Îsraêlê de jî baweriyeke ûsa mezin nedît! Û ez ji we re dibêjim ku: Gellekan dê ji rojhilatê û ji rojavayê bên û di Serweriya Ezmanan de tevî Birahîm û Îshaq û Aqûp dê li sifrê rûnin; lê belê dê zarokên Serweriyê bêne avêtinî tariya derve; li wir dê bibe girî û qirçîniya diranan. Û Îsa ji sitvan re got: Here! Bila li gor baweriya te ji te re bibe. Û wê demê xizmetkarê wî baş bû. Û gava Îsa hat mala Pêtrûs, xwesiya wî di nava tayê de raketî dît. Îsa bi destê wê girt û tayê jê berda û ew jî rabû û ji wî re xizmet kir. Gava êvar bû, gellek kesên cinoyî anîn cem wî; wî bi gotinekê ruhên xerab derxist û hemû nexweşan baş kir. Vêya ûsa bû ku, ew gotina bi navgîniya Îşaya peyxamber ve hatiye gotin bête cîh: î nexweşiyên me girtin ser xwe û êşên me bi xwe kişand. Dema ku Îsa ajaweyên mezin li dora xwe dît, emir da şagirtan ku herin wî aliyê dinî golê. Wê wextê alimek zagonê nêzîkî wî bû û got: Mamoste, tu bi ku derê ve biçî, ez ê jî li pey te bêm! Û Îsa ji wî re got: Qulên rêviyan hene û hêlînên teyrên ezmanê hene, lê belê cîhekî Lawê Mirov nîne ku ew serê xwe lê bisipêre. Şagirtekî wî yê din jî ji wî re got: Xudan, destûrê bide min ku, ez berê herim û bavê xwe defîn bikim! Îsa ji wî re got: Tu li pey min were û bihêle, bila mirî miriyên xwe defîn bikin! Gava Îsa ket lotkekê, şagirtên wî jî tevî wî siwar bûn. Û a vay, bahozek mezin di nav golê de rabû, wusa ku, lotke di nav pêlan de winda dibû; ew jî di xew de bû. Û şagirt nêzîkî wî bûn, wî hişyar kirin û gotin: Ya Xudan, me xelas bike! Em helaq dibin! Û Îsa ji wan re got: Çima hûn ditirsin, ya bawerîkêmno? Wê demê rabû, bi bahoz û golê ve pekiya û bêdengiyek mezin çêbû. Û mirovan şaş man û gotin: Ev yekî çawa ye ku, ba û gol jî ji wî re îtaet dikin? Û dema ku Îsa hate welatê Gerdarîniyan, ya ku li aliyê hember bû, du zilamên cinoyî yên ji nav goristanê derketine pêşwaziyê li wî kirin. Bona ku ew zehf har bûn, tu kes nikarîbû ji wê rêya ve derbas bibûna. Û a vay, wan kirin qêrîn û gotin: Ya Lawê Xwedê! Ma te çi ji me ye, tu ji berî wextê hatî vir ku, lêdanê li me bikî? Keriyekî berazan ya mezin, a ku ji wan dûrtir diçêriya hebû. Cinan li ber wî geriyan û gotin: Ger tuyê me derxînî, bihêle em herin, bikevin nava keriyê berazan! Û wî ji wan re got: Herin! Ew derketin û çûn nav berazan û a vay, hemûya keriyê berazan ji kendalê, bi golê ve hatin avêtin û di avê de xeniqîn. Lê belê şivan reviyan û çûn bajêr û her tiştî û çi ku hatibû serê cindaran, gotin. Û a vay, hemû mirovên bajêr derketin pêşiya Îsa û gava ew dîtin, ji wî rica kirin ku, bila ji sînorên wan ve vekişe. Û Îsa li lotkekê siwar bû, derbasî aliyê din bû û hate bajarê xwe. Û a vay, yekî kûd di nava livînan de raketî anîn cem wî. Û dema Îsa baweriya wan dît, ji yê kûd re got: Lawo, dilawêr be; gunehên te hatin bexşandin! Û a vay, hinek alimên zagonê di nav xwe de gotin: Ev mirov kufrê dike! Û Îsa bi zanîna ramanên wan got: Ma hûn çima di dilê xwe de tiştê xerab difikirin? Ma gotina kîjanê hêsantir e? Gunehên te hatin bexşandin, an: Rabe û bimeşe? Lê belê bona ku hûn bizanibin Lawê Mirov rayedar e ku, li rûyê erdê gunehan bibexşîne; ji yê kûd re got: Rabe, livînên xwe hilde û here mala xwe! Û ew jî rabû û çû mala xwe. Û gava ku gel vêya dît, tirsiyan û ji Xwedê re sipasî kirin ku, rayedariya ûsa daye mirovan. Dema Îsa ji rê ve derbas dibû, yekî ku navê xwe Meta bû, li cîhê bacê rûniştî dît û ji wî re got: Li pey min were! Û ew rabû û li pey wî çû. Û wusa bû ku, dema ew li malê, li sifrê rûniştibû, a vay, gellek karmendên bacê û gunehkar hatin, tevî Îsa û şagirtên wî rûniştin. Û dema ku Fêrisiyan ev yek dîtin, ji şagirtên wî re gotin: Çima mamosteyê we, tevî memûrên bacê û gunehkaran dixwe û vedixwe? Lê belê gava Îsa ev tişt bihîst, ji wan re got: Hewcedariya tenduristan ji hekîm re nîne, lê nexweş hewce ne. Lê belê hûn herin û bi mana gotina ku: Ez dilovaniyê dixwazim, ne qurbanê; hîn bibin. Ji ber ez ne hatime ku, bangî yên rast bikim, lê hatime ku bangî gunehkaran bikim. Wê çaxê şagirtên Yehya hatin cem wî û gotin: Em û Fêrisî rojiyê digirin, ma şagirtên te çima rojî nagirin? Û Îsa ji wan re got: Qet dibe, wekî vexwendiyê dawetê şînê bikin, heta ku zava tevî wan e? Lê belê rojê bên, zavayê ji wan veqete û wê çaxê dê rojiyê bigirin. Qet kesek bi cawê nû, kincê kevin pîne nake; ji ber ku cawê kincê kevin ve dirûtî dê biqete û dirîn hîn xerabtir bibe. Ne jî xemra nû dikin meşkên kevin; ya na, dê meşk biqelişe, dê xemr birije û meşk helaq bibin; lê xemra nû dikin meşkên nû û bi vî awayî herdu jî têne parastin. Gava wî van tiştan ji wan re digot, a vay, serokek hat û jê re secde kir û got: Qîza min ha niha mir; lê belê tu were û destê xwe deyne ser wê, dê ew ê bijî! Û Îsa rabû û tevî şagirtên xwe li pey wî çû. Û di vê navberê de jinikek nexweş ku ji donzdeh salan ve xwîn jê diçû, ji paşê ve hat û xwe li dawa kincê Îsa ve xist. Ji ber ku wê di dilê xwe de digot: Ger ez tenê destê xwe di kincê wî de bidim, ez ê xelas bim! Îsa jî vegeriya, ew dît û got: Dilawêr be, keça min! Baweriya te, te baş kir! Û jinik ji wê saetê ve baş bû. Gava Îsa hate mala serok, koma mirovan ya bideng û bilûrvanên ku, li ser miriyê bilûrê dixistin, dît û ji wan re got: Derkevin! Ji ber ku qîzik nemiriye, lê radikeve. Û ew zehf pê keniyan. Lê belê gava gel bi derve hatin derxistin, ew çû hundir û bi destê wê girt û qîzik rabû ser xwe. Û agahiya vê bûyerê li hemûyên wî welatî belav bû. Û gava Îsa ji wir derket çû, du mirovên kor dan pey wî, kirin qêrîn û gotin: Lawê Dawid, ji me re dilovaniyê bike! Gava ku Îsa hate mal, kor hatin cem wî û Îsa ji wan pirs kir: Ma Hûn bawer dikin ku ez dikarim vêya bikim? Koran jê re gotin: Erê, ya Xudan! Wê çaxê Îsa, bi gotina: Bila ji we re, li gor baweriya we bibe! destê xwe di çavên wan de da. Wê demê çavên wan vebûn. Û Îsa temiyê li wan kir û got: Hay ji xwe hebin, bila tu kes bi vê yekê nizanibin! Lê belê ew derketin û li hemûya welêt vêya belav kirin. Dema ku ew derketin çûn, a vay, cindarekî lal anîn cem Îsa. Gava ku cin hat derxistin, zilamê lal axifî, gel ecêb ma û gotin: Li Îsraêlê tiştekî ûsa qet nehatiye dîtin! Lê belê Fêrisiyan digotin: Ew bi serokê cinan, cinan derdixe! Û Îsa li hemû gund û bajaran geriya û di keniştên wan de hîn dikir û Mizgîniya Serweriyê waz dida û di nav gel de hemû cûre nexweşiyan baş dikir. Lê belê gava Îsa ajaweyan dît, dilê wî bi wan şewitî, ji ber ku ew mîna mîhên bê şivan, bi xem û belavbûyî bûn. Wê çaxê Îsa ji şagirtên xwe re got: Zad zêde ye, lê belê xebatkar kêm in. Ji ber vê yekê lavan ji Xudanê zadê bikin ku, bila bona zada xwe xebatkaran bişîne! Îsa her donzdeh şagirtên xwe bangî cem xwe kir û rayedarî da wan ku, ruhên xerab derxin, hemû êş û nexweşiyan jî baş bikin. Navê her donzdeh Şandiyan vana ne: Yê pêşîn Şîmûn ku, ji wî re Pêtrûs gotin û birayê wî Andrêyas, Aqûpê Zebedî û birayê wî Yûhena, Fîlîpûs û Bartolomeyo, Tûmas û memûrê bacê Meta, Aqûpê lawê Alfay û Tadeyos, Şîmûnê Welatparêz û Cihûdayê Îsxeryotî, ew ê ku bêbextî ji Îsa re kir. Îsa ev her Donzdehan şand, emir da wan û got: Neçin rêyên neteweyan û nekevin tu bajarên Samîriyan; lê belê hîn jî zêde herin nav mîhên mala Îsraêlê yên winda bûyîne. Gava hûn herin, waz bidin û bêjin: Serweriya Ezmanan nêzîk bûye! Nexweşan baş bikin, miriyan bivejînin, cizamiyan paqij bikin û cinan derxînin! We bêberdêl girtin û bêberdêl bidin! Ne zêr, ne zîv, ne jî sifir di nava pişta xwe de veşêrin; ne tûrik ji bona rê, ne du qat kinc, ne çarix, ne jî ço bigirin; ji ber ku xebatkar liyaqî xwarina xwe ye. Dema hûn têkevin bajarekî an jî gundekî, malekî liyaq bibînin û li wir bimînin, heta ku hûn ji wir diçin. Gava hûn têkevin malê, silavê lê bikin. Û ger ew mal liyaq be, bila aştiya we were ser wê, lê belê ger ne liyaq be, bila aştiya we, li we vegere. Û kî ku we qebûl neke û guhdariya gotinên we neke, gava ku hûn ji wê malê, an jî ji wî bajarî derkevin, toza lingê xwe dawişînin! Bi rastî ez ji we re dibêjim: Di roja daraziyê de dê rewşa welatê Sodom û Gomorayê ji ya wî bajarî çêtir bibe! A vay, ez we mîna mîhan dişînim nav guran; mîna maran baqil bin û mîna kevokan pak bin! Lê belê xwe ji mirovan ve biparêzin! Ji ber ku dê ew we bidin destê sazûmanan û di keniştên xwe de dê we bidin ber qamçiyan. Û ji bona min dê we bibin ber waliyan û qiralan ku, ji wan û netewan re hûn şahdeyiyê bikin. Lê belê gava wan hûn dan dest, bona ku ka em ê çi, an jî çawa bibêjin, xemê nekişînin; ji ber ku di wê demê de, ka hûn çi biaxifin dê ji we re bête dayîn. Ji ber, yê ku diaxife ne hûn in; lê belê yê ku di we de diaxife, Ruhê Bavê we ye. Û dê bira birayê xwe û bav dê zarokê xwe bidin destê kuştinê û dê zarok li dijî dayik û bavên xwe rabin û wan bikujin. Û bona navê min her kes dê ji we bikerihin. Lê belê kî ku heta dawiyê sebir bike, dê ew xelas bibe. Lê belê dema li vî bajarî tahdê li we bikin, birevin yê din. Ji ber ku bi rastî ez ji we re dibêjim: Heta Lawê Mirov were, hûn ê gera bajarên Îsraêlê neqedînin. Şagirt ji mamosteyê xwe ve ne mezintir e û ne jî kole ji efendiyê xwe. Hewce dike ku şagirt mîna mamosteyê xwe be û kole jî mîna efendiyê xwe be. Ger wan navê Beelzebûl ji xwediyê malê kiribin, dê çiqas bi zêdeyî ji gelê mala wî re bêjin! Ji ber vê yekê tu carî ji wan netirsin, ji ber qet tiştekî sergirtî tune ku neyê vekirin û ne jî tiştekî veşartî heye ku neyê zanîn. Çi tiştên ku ez di tariyê de ji we re dibêjim, wan di nav ronahiyê de bibêjin û yên ku di guhên we de hatine gotin, li ser xaniyan ve gazî bikin! Û ji yên ku dikarin bedenê bikujin, lê belê nikarin can bikujin metirsin; lê ji yê ku dikare can jî bedenê jî di dojehê de tune bike bitirsin! Du civîk bi perekî têne firotin, ne ûsa ye? Lê belê yek jî ji wan bêyî destûr dana Bavê we nakeve erdê. Û heta hemûyên porên serê we jî hatine jimartin. Ji ber vê yekê netirsin! Ji ber ku hûn ji gellek civîkan hîn jî birûmettir in. Niha, di vê rewşê de her kî ku min li ber mirovan qebûl bike, ez ê jî wî li ber Bavê xwe yî ezmanan ve qebûl bikim. Lê belê her kî ku li ber mirovan min înkar bike, ez ê jî wî li ber Bavê xwe yî ezmanan înkar bikim. Nebêjin ku qey ez bona aşitî anînê hatibim dinê. Ez ne bona anîna aşitiyê, lê belê bona şûr bînim hatime! Ji ber ku ez hatim, law ji bavê û qîzê ji dayikê û bûkê jî ji xwesiyê veqetînim. Û dê neyarên mirovan ji nav maliyên wî bi xwe bin. Kî ku bav û diya xwe ji min zahftir hez bike, ne hêjayî min e û kî ku ji lawê xwe an jî qîza xwe ji min zahftir hez bike, ne hêjayî min e. Û kî ku xaça xwe hilnede û li pey min neyê, ew ne hêjayî min e. Kî ku canê xwe bibîne, dê wê winda bike û kî ku canê xwe di oxra min de winda bike, dê wê bibîne! Yê ku we qebûl dike, min qebûl dike û yê ku min qebûl dike, yê ku min şandiye, qebûl dike. Yê ku peyxamberekî ji ber ku peyxamber e qebûl bike, dê xelata peyxamberî bistîne û yê ku mirovekî salih ji ber ku salih e qebûl bike, dê xelata salihtiyê bistîne. Û her kî, ji yekî ji wan biçûkan re, ji ber ku şagirt e, tenê tasekî ava sar bide vexwarin, bi rastî ez ji we re dibêjim ku, tu car ew kes xelata xwe winda nake! Û wusa bû ku, gava Îsa emir dayîna donzdeh şagirtên xwe qedand, bona di bajarên wan de bide hînkirinê û waz bide ji wir çû. Lê belê gava ku Yehya di hepsê de ji şuxulên Mesîh bihîst, şagirtên xwe şand cem wî û bi navgîniya wan ji wî pirsî: Ma tu yî, ew ê ku divê bihata, ya na em li hêviya yekî din bin? Û Îsa bersiv da û ji wan re got: Herin, çi ku hûn dibînin û dibihîzin, ji Yehya re bibêjin: Kor dibînin, kûd digerin, cizamî paqij dibin û kerr dibihîzin, mirî divejin û ji belengazan re Mizgînî tête waz dan. Û xwezî li wî kesî ku, di min de tilpekî nabe! Û wexta ku ew çûn, Îsa dest pêkir, di derheqê Yehya de ji gel re got: Ma hûn derketin çolê ku, çi bibînin? Qamîşekî ku ji bayê dihejiya? Ma hûn derketin ku, çi bibînin? Mirovekî ku kincê nerm li xwe kirî? A vay, yên ku kincê nerm li xwe dikin, di qesrên qiralan de ne! Lê belê hûn derketin ku, çi bibînin? Peyxamberekî? Belê, ez ji we re dibêjim, ji peyxamberekî jî seretatir e! Ji ber ku ev ew e, yê ku bo wî ûsa hatiye nivîsîn: A vay, ez şandiyê xwe li pêşiya te bişînim, dê ew ê rêya te di pêşiya te de amade bike. Bi rastî ez ji we re dibêjim: Ji nav yên ku ji pîrekan welidîne, yekî ji Yehyayê vaftîzkar seretatir derneketiye; lê belê di nava Serweriya Ezmanan de yê herî biçûk jî ji wî seretatir e. Ji rojên Yehyayê vaftîzkar heta niha tahde li Serweriya Ezmanan tê kirin û kesên ku dijwar in, wê bi dest ve dixin. Ji ber ku hemû peyxamberan û zagonê heta dema Yehya peyxambertiyê kirin. Û ger hûn bixwazin wî qebûl bikin, Êlyasê ku dê bê ew e. Guhên kê hene, bila bibihîze! Lê belê ez vê nifşeyê mîna çi bikim? Ew mîna zarokan e ku, di qadên sûkê de rûdinin, bangî hevalên xwe dikin û dibêjin: Me ji we re bîlûr kutan, lê belê hûn nelîstin; me lorîn kirin û hûn li ber xwe neketin! Ji ber ku Yehya hat, ne dixwar, ne vedixwar û ew dibêjin: Cin di wî de hene! Lawê Mirov hat, dixwe û vedixwe, îcar dibêjin: A vay, ew pirrxwar û araqvexwur, hevalê karmendên bacê û gunehkaran e! Û zaniyarî bi karên xwe ve hate tesdîq kirin. Wê gavê Îsa dest pê kir bi bajarên gellek karên xwe yî xwurt di wan de çêkirîbû re xeyîdî; ji ber ku wan tobe nekiribûn. Wey li te, ya Xorazîn! Wey li te, ya Beytsayda! Ji ber ku ger ev kerametên ku li nav we çêbûn, di Sûr û Saydayê de çêbibûna, wanê ji zû ve cilikan li xwe bikirana û di nava xweliyê de tobe bikirana. Lê belê ez ji we re dibêjim: Dê di roja daraziyê de ji we zêdetir, ji Sûr û Saydayê re hêsanî bibe! Û tu, ya Kefernahûm! Ma tuyê hetanî ezmanan bête bilind kirin? Na, tuyê hetanî dojehê biçe xwarê! Ji ber, ger ew kerametên ku di nav te de çêbûn, di Sodomê de çêbibûna, ew ê heta roja îroj bimaya. Lê belê ez ji we re dibêjim: Dê di roja daraziyê de ji te zêdetir, ji warê Sodomê re hêsanî bibe! Wê çaxê Îsa dest pê kir û got: Bila şikirî ji te re bibe, ya Bav, Xudanê erd û ezman. Ji ber ku te vana ji yên zana û baqil veşart û ji zarokên biçûk re eşkere kir! Belê, Bavo; ji ber ku ji xwestina te re ya xweşik ev bû! Her tişt ji aliyê Bavê min ve ji min re hatine dayîn û xeynî Bav tu kes bi Law nizane û xeynî Law û yên ku Law bixwaze Bav jê re bide nasîn tu kes jî bi Bav nizane. Ya hemû kesên westiyayî û bargiran, werin cem min û ez ê rehetiyê bidim we! Nîrê min hilgirin ser xwe û ji min hîn bibin, ji ber ku ez xûnerm û ji dil nefsbiçûk im û hûn ê ji canên xwe re rehetiyê bibînin! Ji ber ku nîrê min hêsan û barê min sivik e. Wê wextê Îsa, roja Sebtê di nav dexlan de derbas bû; şagirtên wî birçî bûn û dest pê kirin, similên geniman çinîn û xwarin. Lê belê gava ku Fêrisiyan ev yek dîtin, ji wî re gotin: A vay, şagirtên te tiştê ku roja Sebtê kirina wan ne caiz e dikin! Îsa jî ji wan re got: Ma we nexwendiye ku Dawid çi kir, gava ew û yên ku tevî wî birçî bûn? Çawa ketiye mala Xwedê û nanên aramiyê, yên ku xwarina wê ne ji wî re ne jî ji yên ku bi wî re be, lê tenê ji kahînan re caiz e xwariye? An jî ma we di zagonê de nexwendiye ku, kahîn rojên Sebtê di Perestgehê de Sebtê betal dikin û dîsa jî bêsûc in? Lê belê ez ji we re dibêjim: Yê ku ji Perestgehê herî seretetir e, li vir e! Lê belê gava we bizanîbûna, mana vê gotinê çî ye ku, dibêje: Ez dilovaniyê dixwazim, ne ku qurbanê; wê çaxê we yên bêsûc mehkûm nekirana. Ji ber ku Lawê Mirov, Xudanê roja Sebtê ye jî. Û Îsa ji wir rabû, hate kenişta wan. Û a vay, mirovek li wir hebû ku, destê wî hişk bû. Ji bo bikaribin ku Îsa sûcdar bikin, wan jê pirsîn û gotin: Ma roja Sebtê şîfa dayîn caiz e? Û Îsa ji wan re got: Ji we kî heye ku, mîheke wî hebe û roja Sebtê bikeve çalê, dê bi wê negire û dernexe? Lê belê mirov çiqas ji mîhê hêjatir e! Ji ber vê yekê roja Sebtê qencî kirin caiz e. Dawiyê Îsa ji wî mirovî re got: Destê xwe dirêj bike! Wî jî destê xwe dirêj kir û destê wî yî seqet, mîna destê din baş bû. Lê belê Fêrisî derketin derve, bi hev re şêwirîn ku, ka dê ew ê çawa Îsa bidin kuştin. Û bona ku Îsa ev zanîbû, ji wê derê çû û gellek kes li pey wî çûn û wî hemûyên wan qenc kir. Û bona ku kîbûna wî eşkere mekin, wî emir li wan kir; da ku, gotina bi navgîniya Îşaya peyxamber ve hatiye gotin bête cîh: A vay, qûlê min, yê ku min bijartiye û delalê min, yê ku canê min jê razî ye! Ez ê Ruhê xwe deynim ser wî û ew ê ji neteweyan re daraziyê îlan bike. Ew ê pev neçe û neqîre û dê tu kes dengê wî li qadan nebihîze. Ew ê qamîşê perçîqîn hûr neke û fitîla vêketiye jî netefîne, heta ku dadmendiyê bigihîne serfîraziyê. Û dê gel bi navê wî ve hêvîdar bin. Wê wextê yekî cinoyî, kor û lal anîn cem Îsa û wî ew baş kir, ûsa ku, wî him dît û him jî axifî. Û hemûyên gel ecêb man û gotin: Ma Lawê Dawid ev e? Lê belê gava Fêrisiyan bihîstin, gotin: Ew tenê bi quweta Beelzebûl, yê şahê cinan, cinan derdixîne! Û Îsa bi zanîna ramanên wan, ji wan re got: Her qiraletiya ku di tê de cudayî hebe, dê bibe çolistan û her bajar an jî mala ku di tê de cudayî hebe, namîne. Û ger Îblîs Îblîs derdixîne, ew di nav xwe de bêtifaq bûye, êdî qiraletiya wî dê çawa bimîne? Û ger ez bi navgîniya Beelzebûl cinan derdixînim, ma lawên we bi navgîniya kî ve derdixînin? Ji ber vê yekê dê ew ê bibin darazkirên we. Lê belê dema ku ez bi Ruhê Xwedê cinan derdixînim, Serweriya Xwedê gihîştiye we! An jî zilamek çawa dikare bikeve mala yê xurt û malên wî bişelîne? Ger pêşiyê yê xurt girêde; wê çaxê dê mala wî talan bike. Kî ne tevî min e, li dijî min e û ew ê ku tevî min nacivîne, belav dike! Ji bo vê yekê ez ji we re dibêjim: Hemû guneh û kufur dê ji mirovan re bête bexşandin, lê belê li hember Ruh kufur kirin, nayê bexşandin. Û kî ku gotinekê li dijî Lawê Mirov bibêje, dê ji wî re bête bexşandin, lê belê kî ku li dijî Ruhê Pîroz bibêje, ji wî re nayê bexşandin, ne di vê demê de û ne jî di demên dê werin de. Yan darekî qenc biçikînin, bi vî awayî dê mêwê wê jî qenc be, an jî darekî xerab biçikînin, bi vî awayî dê mêwê wê jî xerab be; ji ber ku dar ji mêwê xwe tê nasîn. Ya nîjada margîskan! Ma hûn çawa dikarin dema hûn xerab bin, gotinên qenc bibêjin? Ji ber ku dev ji tijî bûna dil ve dibêjî. Mirovê baş, qenciyê ji xizna dilê xwe yê qenc dertîne û mirovê xerab jî ji xizna dilê xwe yê xerab, xerabiyê dertîne. Û ez ji we re dibêjim: Roja daraziyê mirov dê bona her gotineke vala ku diaxifin, deyndar bibin. Ji ber ku tuyê bi gotinên xwe bêsûc bibî û bi gotinên xwe sûcdar bête derxistin! Wê gavê hinekên ji alimên zagonê û Fêrisiyan ji wî re gotin: Mamoste, em dixwazin ku, nîşanekê ji te bibînin! Îsa jî bersiv da û ji wan re got: Nîjada xerab û zinêkir nîşanekê dixwazin! Lê belê jê re nîşaneke din nayê dayîn, xeynî nîşana Yûnis peyxamber. Çawa ku Yûnis sê roj û sê şev di zikê masiyê gir de bû, Lawê Mirov jî ûsa dê sê roj û sê şev di nava dilê erdê de bimîne. Roja daraziyê, dê gelê Neynowa tevî vê nifşa rabin û wî sûcdar bikin; ji ber ku wan bi waza Yûnis tobe kirin û a vay, yekî ji Yûnis hîn jî mezintir li vira ye! Roja daraziyê qiralîça başûrê dê tevî vê nîjadê rabe û wî sûcdar derxîne; ji ber ku ew ji aliyekî dinê ve hat ku, zanebûna Silêman bibihîze û a vay, yekî ji Silêman hîn jî mezintir li vira ye! Lê belê gava ku ruhê xerab ji mirov derdikeve, ji bo rehetiyê bibîne li cîhê bê av digere, lê belê nabîne. Wê wextê ew dibêje: Ez vegerim mala xwe, ji cîhê ku derketim. Û gava ew tê, mal vala, paqijkirî û xemilandî ye. Wê wextê ew diçe û heft ruhên ji xwe xerabtir digire cem xwe û dikevin wê derê û rûdinin û dawiya rewşa wî mirovî ji dema pêşiyê xerabtir dibe. Dê ji vê nîjada xerab re jî eynî wusa bibe! Îsa hîn ji gel re diaxifî, a vay, diya wî û birayên wî li derve sekinîbûn û dixwestin ku bi wî re biaxifin. Û yekî ji Îsa re got: A vay, diya te û birayên te li derve sekinîne, dixwazin bi te re biaxifin! Lê belê Îsa bersiva yê ku jê re axifî da û got: Ma kî ye diya min û kî ne birayên min? Û destê xwe dirêjî şagirtên xwe kir û got: A vay, diya min û birayên min! Ji ber ku, her kî viyana Bavê minî ezmanan bike, birayê min û xwuşka min û diya min ew e! Wê rojê Îsa ji malê ve derket û li qeraxa golê rûnişt. Û ajaweyek ewqas mezin li dora wî civiya bûn ku, ew bi xwe kete lotkê û rûnişt û hemûya ajaweyê li qeraxê sekinîbûn. Û Îsa bi wekokan ji wan re gellek tişt axifî û got: A vay, cotkar rabû ku, tovê biçîne. Û gava ku wî çand, hinek ji wan ketin devê rê û teyr hatin û ew xwarin û hinekên din ketin ser cîhê kevirî, li wir ax zêde tunebû û zû hêşîn bûn, ji ber ku kûriya axê tunebû. Lê belê gava roj derket, ew şewitîn; ji ber ku rehê wan tunebû hişk bûn. Û hinekên din jî ketin nava stiriyan û stirî rabûn û ew xeniqandin. Û hinekên din jî ketin nava erdê qenc û hinekan bi sed, hinekan bi şêst û hinekan jî sî qat ber dan. Yê ku guhên wî hebe, bila bibihîze! Û şagirt hatin û ji Îsa re gotin: Ma tu çima ji wan re bi wekokan dibêjî? Û wî bersiv da û got: Zanîna rêzên di derheqê Serweriya Ezmanan de ji we re hatiye dayîn, lê belê ji wan re nehatiye dayîn. Ji ber, yê kê ku hebe, ji wî re bête dayîn û zêde be û yê kê ku tunebe, çiqasî wî hebe jî, dê ji wî bête stendin. Ez ji ber vê yekê bi wekokan ji wan re dibêjim ku, ew dibînin jî, lê nabînin û dibihîzin jî, lê nabihîzin û fêhm nakin. Û li ser wan peyxambertiya Îşaya tê cîh ku dibêje: Hûn ê bi guhan bibihîzin û fêhm nekin û hûn ê bi çavan bibînin û tu car hilnebijêrin! Ji ber ku dilê vî netewî stûr bûye û bi guhên xwe giran dibihîzin û çavên xwe jî digirin ku, nebe bi çavên xwe bibînin û bi guhên xwe bibihîzin û cardin jî vegerin ku ez wan baş bikim. Lê belê xwezî li çavên we ku, dibînin û guhên we ku, dibihîzin! Ji ber ku bi rastî ez ji we re dibêjim: Gellek peyxamber û mirovên salih dixwestin van tiştên ku hûn dibînin bibînin û nedîtin û tiştên ku hûn dibihîzin, xwestin ku bibihîzin û nebihîstin. Ka hûn wekoka cotkar guhdarî bikin: Her kesê ku gotina Serweriya Ezmanan dibihîze û fêhm nake, yê xerab tê û yê ku di dilê wî de hatiye çandin hildikişîne. Vêya tova ya ku di devê rê de hatiye çandin e. Yê li cîhê kevirî hatiye çandin jî ew e ku, gava gotinê dibihîze, zû bi eşq wê qebûl dike; lê belê reha wî tuneye, lê ji bo demekê ye û gava bona gotinê tengasiyê an jî zulmê dibîne, ew hema tilpekî dibe. Û yê di nava stiriyan de hatiye çandin jî ew e ku, gotinê dibihîze û xemên vê dinyayê û dewlemendiya derew gotinê dixeniqînin û ew bê zad dimîne. Yê ku di nav erdê qenc de hatiye çandin jî ew e ku, gotinê dibihîze, fêhm dike û dexlê dide, hinek sed, hinek şêst û hinek jî sî qatî. Îsa wekokekî din da û ji wan re got: Serweriya Ezmanan mîna mirovekî ye ku, di nav zeviya xwe de tovê qenc çand. Lê belê gava her kes di xew de çûn, dijminê wî hat û di nav genim de zîwan çand û çû. Û gava genim gihîşt û ber da, zîwanê jî xuya kir. Û xizmetkarên xwediyê malê hatin û ji wî re gotin: Efendî, ma te di nav zeviya xwe de tovê qenc neçandiye? Wê çaxê ev zîwan ji ku hat? Û wî ji wan re got: Neyarekî vêya kiriye! Xizmetkaran jî ji wî re gotin: Wê çaxê, gelo tu dixwazî ku em herin wan berhev bikin? Lê belê wî got: Na! Nebe ku gava hûn zîwanê rakin, genim jî pê re derxînin. Bihêlîn ku, herdu jî bi hev re mezin bin, heta roja çinandinê û roja çinandinê ez ê ji daskêşan re bibêjim: Bila pêşiyê zîwanê biçinin, gurz û gurz girêdin ji bona şewatê, lê belê genim bikine embara min! Îsa wekokekê din danî ber wan û got: Serweriya Ezmanan mîna hebekî xerdelê ye, ya ku zilamekî wê girt û di zeviya xwe de çand. Ew heba ku ji hemû tovan ve biçûktir e, lê belê gava mezin dibe, ji sewzeyan mezintir e û ew dibe dar; ûsa ku, teyrên ezmanan tên û xwe li ser guliyên wê datînin. Îsa wekokekê din ji wan re got: Serweriya Ezmanan mîna havêna hevîr e, pîrekekê vêya rahişt û di nav sê olçek ard de, heta ku hemû tirş bû wê veşart. Îsa hemûyên van tiştan bi wekokan ji gel re got û wî bêyî wekok qet tiştekî ji wan re nedigot; da ku, gotina ku bi navgîniya peyxamber ve hatiye gotin bête cîh: Ez ê devê xwe bi wekokan ve vekim, tiştên ku ji xuliqandina dinê vir ve veşartîne ez ê eşkere bikim. Wê wextê Îsa gel berda û çû malê. Û şagirtên wî hatin cem wî û gotin: Wekoka genim û zîwanê ji me re şîrove bike! Û Îsa bersiv da û ji wan re got: Yê ku tovê qenc çand, Lawê Mirov e; zevî jî dinya ye û tovê qenc zarokên Serweriyê ne û zîwan zarokên yê xerab in; neyarê ku zîwanê çandiye Îblîs e; dema çinandinê dawiya dinê ye û oraqvan jî milyaket in. Û çawa ku zîwanê dicivînin û dişewitînin, dawiya vê dinê jî dê ûsa be. Lawê Mirov dê milyaketên xwe bişîne û ew ê ji Serweriya wî hemûyên ku, mirovan ji rê derdixînin û xerabiyê dikin, hilbijêrin û bavêjin agirê tifikê; li wir dê bibe girî û qirçîniya diranan. Wê wextê mirovên rast dê di Serweriya Bavê xwe de mîna rojê şewle bidin. Yê ku guhê wî heye, bila bibihîze! Dîsa Serweriya Ezmanan mîna xizna di nav zeviyekê de hatiye veşartinê ye. Mirovekî ew dît û dîsa veşart û bi şabûnê ve çû, hemû hebûna xwe firot û wê zewiya stend. Dîsa Serweriya Ezmanan mîna tucarekî, li pey inciyekî qenc ve digere ye. Û gava wî inciyek pirr biqîmet dît, ew çû hemû hebûna xwe firot û wê stend. Dîsa Serweriya Ezmanan mîna tora bi nava behrê ve hatiye avêtin e ku, bi her celebî masî dikevinê. Gava tor tijî bû, kaşî qeraxê kirin û rûniştin û masiyên qenc bijartin avêtin qaban, lê belê yên xerab avêtin derve. Di dawiya dinê de dê ûsa be; milyaket werin, xeraban ji qencan hilbijêrin û bavêjin agirê tifikê; li wê derê dê bibe girî û qirçîniya diranan. Îsa ji wan re got: Ma we hemû van tiştan fêhm kirin? Wan ji wî re gotin: Erê, Xudan! Wî jî ji wan re got: Bona vê yekê, her qanûnzanekî ku ji bo Serweriya Ezmanan hîn bûyî, mîna xwediyê malê ye ku, ew ji xizna xwe tiştên kevin û nû derdixe. Û wusa bû ku, gava Îsa van wekokan qedand, ji wê derê çû. Û gava ew hat welatê xwe, di kenişta wan de ji wan re da hîn kirin; wusa ku, ew ecêb man û gotin: Ma ev zanyariya vî zilamî û ev karên wî yê qudretê ji ku derê ne? Ma ev ne lawê xerat e? Navê diya wî ne Meryem e? Aqûp û Ûsiv û Şîmûn û Cihûda ne birayên wî ne? Ma hemû xwuşkên wî ne li cem me ne? Niha ev hemû tiştên vî mirovî ji ku derê ne? Û ew ji wî tilpekî bûn. Lê belê Îsa ji wan re got: Peyxamberek ji bajarê xwe û ji mala xwe pê ve li tu cîhê din ne bêqedir e! Û bona ku ew bêbawerî bûn, Îsa li wê derê zêde mûcîzetan çênekir. Di wê demê de Hêrodêsê serdar nav û dengê Îsa bihîst û ji xizmetkarên xwe re got: Ev Yehyayê vaftîzkar e; ew ji nava miriyan vejiyaye; ji ber vê yekê bi navgîniya wî, kerametên wusa xwurt tên çêkirin! Ji ber ku Hêrodês, Yehya dabû girtinê, ew girêdabû û avêtibû hepsê, ji bona Hêrodiya jina Fîlîpoyê birê xwe. Ji ber ku Yehya ji Hêrodês re gotibû: Ji te re ne caiz e ku, tu jina birayê xwe bigirî! Û Hêrodês jî dixwest ku, Yehya bê kuştin, lê belê ji gel ditirsiya; ji ber ku gel Yehya peyxamber qebûl dikirin. Lê belê gava roja bûyîna Hêrodês hat, qîza Hêrodiyayê derket qadê, reqisî û Hêrodês jê hez kir. Ji ber vê yekê Hêrodês, sond xwar û got: Ew çi bixwazî, ez ê bidim wê. Û qîzik ji aliyê diya xwe ve hatibû fît kirin û got: Li vir, li ser sêniyekê serê Yehyayê vaftîzkar bide min! Û qiral xemgîn bû; lê belê ji bona sonda xwe û wan mêvanên amade, emir da ku, xwestina wê bidin wê. Û wî şand û di hepsê de serê Yehya da jêkirin. Û serê wî danîn ser sêniyê, anîn û dan keçikê; wê jî ji diya xwe re bir. Û şagirtên Yehya hatin, cesedê wî rakirin û binax kirin û ew hatin û ji Îsa re gotin. Û gava Îsa vê yekê bihîst, bi lotkê ve tenê ji wê derê çû cîhekî tenha. Û dema ajaweyê vêya bihîstin, ji bajaran ve bi peyatî li pey wî çûn. Û Gava ku Îsa ji lotkê derket, ajaweyeke mezin dît, dilê wî bi wan şewitî û nexweşên wan baş kir. Û gava bû êvar, şagirtên wî hatin cem wî û gotin: Ev cîh cîhekî tenha ye, jixwe wext derbas bû; dev ji gel berde ku, bila ew herin gundan û ji xwe re xwarinê bistînin! Lê belê Îsa ji wan re got: Hewce nake ku ew herin; hûn xwarinê bidin wan! Şagirtan jî ji wî re gotin: Li vir xeynî pênc nan û du masiyan tiştekî me tune. Îsa ji wan re got: Wan bînin vir cem min! Û wî emir da ku, gel li ser hêşinahiyê rûnin û wî her pênc nan û herdu masî girt, li ezmanan ve nihêrt, şikir kir û nan kerî kir û da şagirtan, şagirtan jî dan gel. Hemûyan jî xwarin, têr bûn û donzdeh zembîl jî tijî ji hûrîkên ber mayî dan hev. Yên ku xwarin, xeynî jin û zarokan qasî pênc hezar mêr bûn. Û Îsa, bona ku bila hema bikevin lotkê û heta ku ew gel berde berî wî derbasî wî aliyê din bibin, zorê da şagirtên xwe. Û gava wî gel bi rê kir, çû serê çiyê ku tenê dua bike û dema ku êvar bû, ew li wê derê tenê bû. Di wê demê de, lotke di nava golê de bû û ji ber pêlan di talûkê de bû; ji ber ku ba li dijî wan bû. Û di dora çarê şevê de, Îsa li ser golê meşiya û hat cem wan. Lê belê dema şagirtan dîtin ku, ew li ser golê berbi wan ve tê, tirsiyan û gotin: Ev xeyalet e! Û wan ji ber tirsê kirin qêrîn. Lê belê Îsa wê demê ji wan re got: Wêrek bin, ez im; metirsin! Pêtrûs bersiv da wî û got: Ya Xudan! Ger tu yî, emir bide ku ez li ser avê bêm cem te! Û Îsa got: Were! Pêtrûs jî ji lotkê ve peya bû û li ser avê meşiya ku here cem Îsa. Lê belê gava wî bayê bihêz dît, tirsiya û dest bi noqbûnê kir, qêriya û got: Ya Xudan, min xelas bike! Îsa hema destê xwe dirêj kir, pê girt û ji wî re got: Ya bawerîkêmo! Ma te çima şibhe kir? Gava ew ketin lotkê, ba sekinî. Yên ku di lotkê de bûn, jê re secde kirin û gotin: Bi rastî, tu Lawê Xwedê yî! Gava ew derbasî aliyê din bûn, hatin welatê Cênîsartê. Gava mirovên wî cîhî Îsa nas kirin, şandin hemûya dorûberan û hemû nexweşan anîn cem wî. Û nexweşan jê rica dikirin ku, tenê destê xwe li pêşa kincê wî bidin û hemûyên ku lê didan, baş bûn. Wê wextê Fêrisî û alimên zagonê ji Orşelîmê hatin cem Îsa û gotin: Çima şagirtên te li hember kevneşopa bav û kalan derdikevin? Ji ber ku gava ew nan dixwin, destê xwe naşon. Îsa bersiv da û ji wan re got: Lê hûn çima bona adeta xwe, li hember emrê Xwedê derdikevin? Ji ber ku Xwedê got: Ji dayik û bavê xwe re hurmet bike! û: Ew ê ku xerabî bi dayik û bavê xwe bike, bila muheqeq bête kuştin! Lê belê hûn dibêjin: Kî ku ji dayik û bavê xwe re bibêje: Tiştên ku min dikaribû bida we, min ew tişt da xêra Xwedê! Êdî ne hewce ye ku ew ji dayik û bavê xwe re hurmetê bike. Û we ji bona adeta xwe emrê Xwedê betal kirin. Ya durûno! Îşaya peyxamberiyek qenc li ser we kir û got: Ev gel bi lêvê xwe rûmetê dide min, lê belê dilê wan ji min dûr e. Peristina vala ji min re dikin, ji ber ku ew tenê bi emirên mirovan didin hîn kirinê. Û Îsa gel bangî cem xwe kir û ji wan re got: Guhdar bin û fêhm bikin! Ne ku tiştê dikeve dev, mirovan diherimîne; lê belê tiştê ku ji dev derdikeve, ew mirovan diherimîne. Wê wextê şagirtên wî hatin û jê re gotin: Ma tu zanî, gava Fêrisiyan ev gotin bihîstin, xeyidîn? Lê belê Îsa bersiv da û ji wan re got: Her darê ku Bavê minî ezmanan nedaniye, dê ji binî ve bê rakirin. Wan berdin; ew kor in û rêberê koran in! Ger kor ji koran re rêberiyê bike, herdu jî dê bikevin qoncalê. Û Pêtrûs lê vegerand û got: Şîrova vê wekokê ji me re bike! Û Îsa got: Ma hûn hîn jî fêhm nakin? Ma hûn fêhm nakin ku, her tiştê ku dikeve dev, derbasî zik dibe û derdikeve derve? Lê belê tiştên ku ji dev derdikevin, ew ji dil derdikevin û ev mirov diherimînin. Ji ber ku fikrên ne qenc, kuştin, zîna, fuhûş, dizîtî, şehadetiya derew, kufr hemû ji dil derdikevin. Tiştên ku mirov diherimînin ev in! Lê belê bi destê neşûştî nan xwarin, mirov naherimîne. Û Îsa rabû, ji wê derê çû herêma Sûr û Saydayê. Û a vay, pîrekek Kenanî ji wê herêmê hat, kir qêrîn û got: Ya Xudan, Lawê Dawid; ji min re dilovaniyê bike! Qîza min di rewşek xerab de bi cinan ve ketiye. Lê belê Îsa gotinek bersivê neda wê. Û şagirtên wî hatin, jê rica kirin û gotin: Wê ji me dûr bixîne, ji ber ku li pey me ketiye û dike qêrîn! Lê belê Îsa bersiv da û got: Ez tenê ji bo mîhên mala Îsraêlê yê winda bûyî hatime şandin. Lê belê ew pîreka hat, li ber wî ket ser rûyê xwe û got: Ya Xudan! Alîkarî ji min re bike! Û Îsa bersiv da û got: Ne baş e ku, mirov nanê ber zarokan bigire û bavêje ber kûçikan. Lê belê pîrekê jî got: Erê, ya Xudan; lê kûçik jî ji wan hûrikên ku ji sifra efendiyê xwe dikeve, dixwin! Wê wextê Îsa bersiv da û ji pîrekê re got: Ya pîrekê, baweriya te çiqas mezin e! Bila li gor xwestina te ji te re bibe! Û di wê demê de qîza wê baş bû. Û Îsa ji wê derê çû û hat ber gola Celîlê û pişt re derket serê çiyê û li wê derê rûnişt. Û ajaweyên mezin hatin cem wî ku, bi xwe re gellek seqet, kor, lal, destkûd û hîn pirr nexweşên din jî anîbûn û avêtin ber lingên Îsa û wî wan baş kir; ûsa ku, gava gel dît, lal diaxifin, destkûd baş bûn, seqet geriyan û çavên koran vebûn, ecêb man û spasdarî ji Xwedayê Îsraêlê re kirin. Û Îsa şagirtên xwe bangî cem xwe kir û got: Ez li ber gel dikevim; ji ber ku niha sê roj e ew li cem min in û tiştekî wanî xwarinê nîne û ez naxwazim, wan birçî bi rê bikim ku ew di rê de ji xwe neçin û nekevin. Û şagirtan ji wî re gotin: Ma li vî cîhê tenha em ê ji ku derê evqas nan bînin ku, vê ajaweyê têr bikin? Îsa jî ji wan re got: Çend nanên we hene? Û wan gotin: Heft nan û hinek masiyên biçûk hene. Îsa emir da gel ku, ew li ser erdê rûnin. Û wî her heft nan û masî girt, şikir kir û parî kir û da şagirtan, şagirtan jî dan gel. Hemûyan jî xwarin û têr bûn û heft qufe tijî hûrikên bermayî dan hev. Yên ku xwarin jî, xeynî jin û zarokan, çar hezar mêr bûn. Û paşê Îsa gel bi rê kir, li keştiyê siwar bû û hate herêma Magadanê. Fêrisî û Sadûqiyan hatin û Îsa ceribandin û jê xwestin ku, ji ezmanan elametekê nîşanî wan bide. Lê belê wî bersiv da û ji wan re got: Gava êvar dibe, hûn dibêjin: Hewa dê qenc be, ji ber ku ezman sor e! Û sibê hûn dibêjin: Îro hewa dê xerab be, ji ber ku ezman sor û mijdar e! Hûn dikarin rewşa ezman hilbijêrin, lê gelo hûn nikarin elametên deman hilbijêrin? Nîjadeke xerab û zinêkir nîşanekê digere, lê belê jê re xeynî nîşana Yûnis peyxamber, nîşanekê din nayê dayîn! Û Îsa wan hişt û çû. Gava şagirt derbasî wî aliyê dinî golê bûn, ji bîr kiribûn ku ji xwe re nan bibirana. Û Îsa ji wan re got: Bala xwe bidin û xwe ji havêna Fêrisî û Sadûqiyan biparêzin! Û ew di nav xwe de fikirîn û gotin: Ji ber ku me ji xwe re nan nestendine! Lê belê gava Îsa vêya seh kir, ji wan re got: Ya bawerîkêmno! Ma çima hûn bona ku nanê me tune, di nava hev de galegalê dikin? Ma hûn hîn fêhm nakin? Nayê bîra we çawa bi pênc nanî pênc hezar mirov têr bûn û we çend qufe ji bermayî dan hev? Û bi heft nanî jî çar hezar mirov têr bûn û we çend qufe bermayî dan hev? Ma hûn çawa fêhm nakin ku, min bona nan ji we re negot? Lê belê bona wê yekê ku hûn xwe ji havêna Fêrisî û Sadûqiyan biparêzin! Wan wê wextê fêhm kirin ku, wî ji bona havêna nan ji wan re negot, lê belê bona ew xwe ji hînkirina Fêrisî û Sadûqiyan biparêzin. Û gava Îsa çû aliyê Qeyseriya Fîlîpoyê, ji şagirtên xwe pirs kir û got: Li gor gotina gel, Lawê Mirov kî ye? Û wan gotin: Hinek dibêjin Yehyayê vaftîzkar e; hinekên din dibêjin Êlyas e; lê hinekên din jî dibêjin Yêremya ye, an jî yek ji peyxamberan e. Îsa ji wan re got: Lê hûn ji bo min çi dibêjin, ez kî me? Şîmûn Pêtrûs bersiv da û got: Tu Lawê Xwedayê zindî Mesîh î! Û Îsa bersiv da û ji wî re got: Xwezî li te, Şîmûnê lawê Yûnis; ji ber yê ku vêya ji te re vekiriye, ne xwîn û goşt e, lê Bavê minî ezmana ye! Û ez jî ji te re dibêjim ku: Tu Pêtrûs î û ez ê li ser vî zinarî Dêra xwe ava bikim û dê hêza deriyên welatê miriyan pê nikaribe. Û ez ê kilîdên Serweriya Ezmanan bidime te û her tiştê ku tu li ser erdê girê bide, dê ew ê li ezmanan jî bête girêdan û her tiştê ku tu li ser erdê veke, dê ew ê li ezmanan jî bête vekirin. Wê wextê wî emir da şagirtên xwe ku, ji kesî re nebêjin, ew Mesîh e. Ji vê pê ve Îsa dest pê kir, daxuyaniyê ji şagirtên xwe re kir ku, hewce ye ew here Orşelîmê, ji destê kalepîran, serokên kahînan û alimên zagonê êşê bikişîne, bête kuştin û di roja sêwemîn de biveje. Û Pêtrûs wî da alîkî, dest pê kir û bi gotina: Ev ji te dûr be, ya Xudan! Divê tiştekî ûsa qet li te neqewime! wî azirand. Lê belê Îsa vegeriya û ji Pêtrûs re got: Ji min dûr keve, Îblîs! Tu ji min re tilpekî ye, ji ber ku tu ne tiştên Xwedê, lê tiştên mirovî difikirî! Wê wextê Îsa ji şagirtên xwe re got: Her kî ku dixwaze, li pey min were, bila xwe înkar bike û xaça xwe hilgire û li pey min were! Ji ber, kî ku dixwaze canê xwe xelas bike, dê ew ê wê winda bike, lê belê kî ku canê xwe di oxra min de winda bike, ew ê wê bibîne. Ji ber, çi fêda wî heye ku, mirov hemûya dinê qezenc bike, lê canê xwe winda bike? An jî mirov çi qîmetî dikare, ji bona xelaskirina canê xwe bide? Ji ber ku Lawê Mirov di bilindahiya Bavê xwe de, dê bi milyaketên xwe ve bê û wê çaxê dê ji her kesî re li gor karên wî bersivê bide. Bi rastî ez ji we re dibêjim: Ji hinekên ku li vir amade ne, dê mirinê nebînin, heta ku Lawê Mirov bi Serweriya xwe ve hatî bibînin! Îsa şeş roj pişt re Pêtrûs û Aqûp û birayê wî Yûhena girtin cem xwe û ew bi cûdayî bi xwe re derxist çiyakî bilind. Û li ber wan xuyabûna wî hate guhertin; rûyê wî mîna rojê biriqî û kincên wî mîna nûrê sipî bû. Û a vay, Mûsa û Êlyas ji wan re xuya bûn û bi Îsa re diaxifîn. Û wê wextê Pêtrûs ji Îsa re got: Ya Xudan, baş e ku, em li vê derê ne! Ger tu dixwazî, em ê sê çardaxan li vê derê çêkin: Yekî ji te re û yekî ji Mûsa re û yekî jî ji Êlyas re. Hîn ew diaxifî, ewrekî ronahî hate ser wan û a vay, dengek ji ewr hat û got: Ev e Lawê minî xoşewîst, yê ku ez jê razî me; guhdariya wî bikin! Gava şagirtan ew deng bihîstin, ketin ser rûyê xwe û zehf tirsiyan. Lê belê Îsa nêzîkî wan bû, destê xwe li wan da û got: Rabin, metirsin! Wan jî çavê xwe bilind kirin û xeynî Îsa kesek nedîtin. Wexta ku ew ji çiyê dihatin xwar, Îsa emir da wan û got: Ew tiştê ku we dîtin, ji kesî re nebêjin, heta ku Lawê Mirov ji mirinê rabe. Û şagirtên wî jê pirs kirin û gotin: Ger wusa be, ma çima alimên zagonê dibêjin, berê divê Êlyas bê? Û Îsa bersiv da û ji wan re got: Bi rastî, divê berê Êlyas bê û ew ê her tiştî ser rast bike. Lê belê ez ji we re dibêjim: Jixwe Êlyas hatiye û wî nas nekirin, lê belê her xwestekên xwe bi wî kirin. Dê Lawê Mirov jî wusa ji destê wan keserê bikişîne. Wê çaxê şagirtan fêhm kirin ku, Îsa bona Yehyayê vaftîzkar ji wan re dibêje. Û gava ew hatin cem ajaweyê, mirovek nêzîkî Îsa bû û li ber wî çok da û got: Ya Xudan, ji lawê min re dilovaniyê bike; ji ber ku ew bi fêwî ye û zehf zehmetê dikişîne; ji ber ku gellek caran dikeve nava agir û gellek caran jî nava avê! Û min wî anî cem şagirtên te, lê belê wan hêz neanîbûn ku wî baş bikin. Û Îsa bersiv da û got: Ya nîjada bê bawerî û rêşaş! Ma ez ê heta kengê tevî we bim? Ma ez ê heta kengê ji we re sebir bikim? Wî bînin vir, cem min! Û Îsa bi cin ve pekiya û cin ji wî derket û lawik ji wê saetê ve baş bû. Wê wextê şagirt tenê hatin cem Îsa û gotin: Ma çima me nikarîbû ku wî derxinin? Îsa jî ji wan re got: Bona ku baweriya we kêm e! Ji ber ku bi rastî ez ji we re dibêjim: Ger baweriya we qasî hebeke tova xerdalê hebe, hunê ji vî çiya re bêjin: Ji vir vekişe wî alî! dê derbas bibe û tiştekî ku bona we nebe, dê tune be. Lê belê ev cinsê ha bi tiştekî din dernayê, xeynî bi dua û bi rojiyê. Gava ew li Celîlê bûn, Îsa ji wan re got: Lawê Mirov dê bidin destê mirovan. Ew ê wî bikujin û roja sêwemîn, ew ê biveje. Û ji ber vê yekê şagirt zehf xemgîn bûn. Gava ew gîhaştin Kefernahûmê, yên ku nîv şekelî distînin, hatin cem Pêtrûs û gotin: Ma mamosteyê we nîv şekelî nade? Pêtrûs got: Belê, dide! Û gava ew hate malê, berî Îsa ji wî re got: Şîmûn! Ma tu çawa texmîn dikî? Qiralên dinê xercê an jî bacê ji kî distînin? Ji zarokên xwe, an ji xerîban? Pêtrûs jê re got: Ji xerîban. Îsa jê re got: Hingê zarok azad in. Lê belê bona ku em wan hêrs nekin, here golê, şewkê bavêje û masiyê pêşîn ku derdikeve, bigre, devê wî veke û tuyê şekelekî bibînî; wê bigre, ji bo min û xwe bide wan! Wê wextê şagirt hatin cem Îsa û jê re gotin: Di Serweriya Ezmanan de yê herî mezintir kî ye? Îsa jî zarokek biçûk bangî cem xwe kir, wî di nav wan de da sekinandin û got: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Ger hûn mîna zarokan venegerin, hûn tu car nakevin Serweriya Ezmanan! Ji ber vê yekê kî ku xwe mîna vî zarokê biçûk nizim bike, di nav Serweriya Ezmanan de yê herî mezintir ew e. Û kî ku zarokekî ûsa biçûk bi navê min qebûl bike, min qebûl dike. Lê belê her kî ku bibe sedemê tilpekîbûna yekî ji van biçûkên ku bawerî bi min anîne, jê re çêtir e ku kevirekî êş bi histuyê wî ve bête daliqandin û bê avêtinê binê behrê. Wey li serê dinê, ji ber sedemê tilpekîbûnê! Ji ber ku divê tilpekî bên; lê belê wey li wî kesî ku, tilpekî bi navgîniya wî ve tê! Ger destê te an lingê te, dibe sedemê tilpekîbûnê, wî jêke û ji xwe bavêje! Ji te re çêtir e ku, tu destkûd an seqet bikevî jiyînê, ne ku du dest an du lingên te hebin û tuyê bi nava agirê abadîn ve bête avêtin. Ger çavê te, bibe sedemê tilpekîbûna te, wê derxîne û ji xwe bavêje! Ji te re çêtir e ku, tu bi çavekî bikevî jiyînê, ne ku bi du çavan bikevî nava agirê dojehê. Bala xwe bidin ku hûn yekî ji wan biçûkan, kêmtir nebînin! Ji ber ez ji we re dibêjim ku: Milyaketên wan li ezmanan her tim rûyê Bavê minî ezmanan dibînin. Ji ber ku Lawê Mirov bona ku yê windabûyî xelas bike hat. Gelo hûn çi difikirin? Ger sed mîhê mirovekî hebin û yek ji wan rêya xwe şaş bike, ma ew nod û nehan nahêle, naçe çiyan û li ya ku rêya xwe şaş kiriye nagere? Ger wê bibîne, bi rastî ez ji we re dibêjim: Ew ê ji wan nod û nehên ku rêya xwe şaş nekirine zêdetir bi wê şa bibe. Ûsa jî Bavê we yî ezmanan naxwaze ku, ji van biçûkan yek winda bibe. Ger birayê te li dijî te guneh bike, here, tenê di nava wî û te de, sûcê wî nîşanî wî bide; ger guh bide gotinên te, te birayê xwe qezenc kir. Lê belê gava ew li te guhdarî neke, yekî an jî du kesî bigire cem xwe; ûsa ku, bila bi devê du an jî sê şahdeyî her gotin bên tesbît kirin. Û ger ew nexwaze wan jî guhdarî bike, ji Dêrê re bêje. Û ger ew nexweze Dêrê jî guhdarî bike, bila ew ji bo te bibe mîna pûtperest û karmendê bacê. Bi rastî ez ji we re dibêjim: Her çi ku hûn li ser rûyê erdê girêdin, ew ê li ezman bête girêdan û her çi ku hûn li ser rûyê erdê vekin, ew ê li ezman bête vekirin. Dîsa ez ji we re dibêjim: Ger dudu ji we li ser erdê ji bo her tiştî ku hûn dixwazin, bibin yek, ji aliyê Bavê minî ezmanan ve dê ji wan re çêbibe. Ji ber, li ku derê du an sê mirov bi navê min bicivin, ez li wir di nava wan de me. Li ser vêya Pêtrûs hat û ji Îsa re got: Ya Xudan! Gava birayê min li dijî min guneh bike, divê ez wî çend carî efû bikim? Heta heft carî? Îsa ji wî re got: Ez ji te re nabêjim, heta heft carî, lê belê heta heftê carî heft dibêjim! Ji ber vê yekê Serweriya Ezmanan mîna qiralekî ku xwest bi xulamên xwe re hesabê bibîne ye. Û gava wî dest bi hesêb kir, yek anîn cem wî ku, deh hezar talentî deyndarê wî bû. Lê belê bona ku wî nikaribû deynê xwe bide, efendiyê wî emir kir ku ew û jina wî û zarokên wî û hemû hebûna wî bêne firotin ku, deynê wî bê dayîn. Wê demê xulam xwe avête erdê, jê rica kir û got: Efendî, ji min re sebir bike; ez ê hemû bidim te! Û dilê efendiyê wî xulamî bi wî şewitî, ew berda û deynê wî jê re bexşand. Lê belê gava ew xulam derket, rastî hevalekî xwe yê xulam hat ku, bi sed dînarî deyndarê wî bû. Û wî bi qirika wî girt, şidand û got: Deynê xwe bide! Hevalê wî yê xulam xwe avête ber lingên wî û jê rica kir û got: Ji min re sebir bike! Ez ê deynê xwe bidim te. Û wî nexwest; lê çû wî avêt girtîgehê, heta ku ew deynê xwe bide. Gava ku hevalên xulam yên din ev yek dîtin, zehf li ber xwe ketin û çûn û ji efendiyê xwe re hemû tiştên ku qewimî bûn, gotin. Wê wextê efendiyê wî, wî bangî cem xwe kir û jê re got: Xulamê xerab! Min hemû deynê te ji te re bexşand, ji ber ku te ji min rica kir. Ma ji te re jî ne lazim bû ku, te jî ji hevalê xwe re dilovanî bikira, mîna ku min ji te re dilovanî kir? Û efendiyê wî hêrs bû, ew da îşkencekeran, heta ku hemû deynê xwe bide. Ger her yek ji we ji dil birayê xwe nebexşîne, dê Bavê minî ezmanan jî wusa li we bike. Û wusa bû ku, gava Îsa ev axaftina qedand, ji Celîlê derket û hat sînorê Cihûstanê, ya ji Urdunê wêdetir e. Û ajaweyeke mezin ya gel li pey wî çûn û Îsa wan li wê derê baş kir. Û Fêrisî hatin cem wî, ew ceribandin û jê re gotin: Ma dibe ku, bi her sedemekê mêr jina xwe berde? Îsa bersiv da û ji wan re got: Ma we nexwendiye ku di destpêkê de Afirkar, wan jin û mêr xuliqandiye? Û got: Bona vê yekê, mêr dayik û bavê xwe berde û bi jina xwe ve bizeliqe û dê herdu jî bibin bedenek. Ji ber vê yekê ew êdî ne dudu ne, lê belê bedenek in. Ango yên ku Xwedê wan kiriye yek, bila mirov wan ji hev neke! Wan ji Îsa re gotin: Ma çima Mûsa emir da ku, mêr kaxeza jinberdanê bide jinê û wê berde? Îsa ji wan re got: Mûsa bona dil hişkiya we emir da we ku, hûn jinên xwe berdin; lê belê di destpêkê de ne ûsa bû. Û ez ji we re dibêjim: Kî ku xeynî sedema zinê jina xwe berde û bi yeka din re bizewice, zinê dike; yê ku bi ya hatiye berdan re dizewice jî zinê dike. Şagirtan ji Îsa re gotin: Ger rewşa mêr bi jinê re ûsa be, zewac ne qenc e! Lê belê Îsa ji wan re got: Hemû mirov nikarin wê gotina qebûl bikin; tenê yê ku jê re hatiye dayîn, dikare qebûl bike. Ji ber, xesandiyê ku ji dayikê bûyînê ve hene û xesandiyê ji aliyê mirovan ve hatine xesandin hene û yên ku xwe di oxra Serweriya Ezmanan de dixesînin jî hene. Yê ku dikare vêya qebûl bike, bila qebûl bike! Wê demê zarokên biçûk anîn cem Îsa ku, ew destê xwe deyne ser wan û dua bike. Lê belê şagirtan bi wan re xeyidîn. Lê belê Îsa got: Zarokên biçûk berdin û pêşiya wan negirin ku, bila ew bêne cem min; ji ber ku Serweriya Ezmanan ji yên ûsa re ye! Û Îsa destê xwe danî ser wan û ji wê derê çû. Û a vay, zilamek nêzîkî Îsa bû û got: Ya Mamoste! Ez çi qenciyê bikim ku, jiyana abadîn bi dest bixim? Û Îsa jê re got: Çima tu bona qenciyê ji min dipirsî? Xeynî yekî tu kes ne qenc e, ew jî Xwedê ye! Lê ger tu dixwazî, bikevî jiyanê, emiran bîne cîh! Wî jî ji Îsa re got: Ma kîjanan? Îsa jê re got: Mekuje! Zinê meke! Diziyê meke! Şahdeyiya derewîn meke! Ji bav û diya xwe re hurmetê bike û ji cînarê xwe mîna xwe hez bike! Mirovê xort jê re got: Min vana hemûyan aniye cîh; êdî çi kêmasiya min heye? Îsa ji wî re got: Ger tu dixwazî bêkêmasî bibî, here, çi tiştê te heye bifiroşe û bide xizanan û dê li ezmanan xizna te hebe û were, li pey min bimeşe! Lê belê dema ku yê xort ev gotin bihîst, bi xemgînî çû, ji ber ku zehf hebûna wî hebû. Û Îsa ji şagirtên xwe re got: Bi rastî ez ji we re dibêjim ku: Ji dewlemend re zehmet e ku, bikeve Serweriya Ezmanan! Û dîsa ji we re dibêjim: Deve dê ji qula derziyê re bi rehetî derbas bibe, lê belê ji dewlemend re zehmete ku, bikeve Serweriya Xwedê! Û gava ku şagirtan ev yek bihîst, ecêb man û gotin: Ma êdî kî dikare, xelas be? Û Îsa li wan nihêrt û ji wan re got: Ev tişt li cem mirovan nemimkun e, lê belê li cem Xwedê her tişt mimkun e. Wê gavê Pêtrûs bersiv da û ji Îsa re got: A vay, me hemû tişt hiştin û li pey te hatin, ma ji me re çi hebe? Îsa jî ji wan re got: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Gava Lawê Mirov di nûbûna her tiştî de li ser textê xwe yî bilind rûnî, hûn, yên ku li pey min tên, hûn ê jî li ser donzdeh textî rûnin û daraziya donzdeh eşîretên Îsraêlê bikin. Û kî ku mala xwe, an birayên xwe, an xwuşkên xwe, an bavê xwe, an diya xwe, an jina xwe, an zarokên xwe, an erdê xwe ji bona navê min li cîh hiştine, ew ê sed qatî bistînin û dê jiyana abadîn bi mêrasî bistînin. Lê belê, dê pirrên pêşîn bibin yê dawî û yên dawî jî bibin yê pêşîn. Ji ber ku Serweriya Ezmanan mîna mirovekî xwediyê malê ye ku, sibê zû, ji bo ji rezê xwe re li xebatkaran bigere, derket. Û ew bi xebatkaran re, roja wan bi dînarekî li hev hat û wan şand rezê xwe. Û nêzîkî saeta sisiyan derket, hinekên din yên bêkar û betal li qada sûkê disekinin dît û ji wan re got: Ka hûn jî herin rez û heqê we çi be, ez ê bidim we! Û ew jî çûn. Dîsa ew di navbera saetên şeşan û nehan de derket û eynî tişt kirin. Û gava ku ew nêzîkî saeta yanzdehan derket, hinekên din ên ku li wir sekinîne dît û ji wan re got: Ma hûn çima temamiya rojê li vir betal sekinî ne? Wan jê re gotin: Ji ber ku tu kesî xebat neda me! Wî ji wan re got: Hûn jî herin nav rez û heq çibe, hûn ê wê bistînin! Û gava ku bû êvar, xwediyê rez ji serkarê xwe re got: Bangî xebatkaran bike, heqê wan bide, ji yên paşîn dest pê bike heta yên pêşîn. Û gava ku ew xebatkarên di saet yanzdeh de dest pê kiribûn hatin û her yekî dînarek stendin. Û gava yên pêşîn hatin, wan gotin qey dê ew zêde bistînin; lê belê wan jî her yekî dînarek stendin. Û gava wan heqê xwe stendin, li hember xwediyê malê gotegot kirin û gotin: Ev, yên ku paşiyê ne, saetekî xebitîn û te ew bi yên ku giraniya rojê û germa wê kişandine, bi me re yek girt! Lê belê wî bersiv da û ji wan yekî re got: Heval, ez neheqiyê li te nakim! Ma tu bi min re bi dînarekî re qayîl nebûyî? Heqê xwe bistîne û here! Ez dixwazim, çawa ku min da te, ûsa jî bidime ewên paşîn. Ma heqê min tune ku, ez her çi bixwazim, bi malê xwe bikim? An tu comerdiya min bi çawên xerab dibînî? Bi vî awayî dê yên dawîn bibin yên yekemîn û yên yekemîn bibin yên dawîn. Ji ber ku vexwendî pirr in, lê belê bijartî hindik in. Û gava ku Îsa derket Orşelîmê, her donzdeh şagirtên xwe wekî din rahişt û di rê de ji wan re got: A vay, em diçin Orşelîmê û Lawê Mirov dê bidine destê serokên kahînan û alimên zagonê û ew ê wî bi ceza mirinê daraz bikin û dê wî bidin destê neteweyan, bona ku qerfên xwe bi wî bikin, bidin ber qamçiyan û wî xaç bikin û ew ê roja sisiyan ji mirinê rabe. Li ser vêya dayika lawên Zebedî tevî lawên xwe hate cem wî, jê re secde kir û xwestinekê ji wî xwest. Û Îsa ji wê re got: Tu çi dixwazî? Wê jî ji wî re got: Destûr bide ku, ev herdu lawên min di Serweriya te de, yek li aliyê te yî rastê û yê din jî li aliyê te yî çepê rûnên! Lê belê Îsa li wan vegerand û got: Hûn nizanin ku, hûn çi dixwazin! Ma hûn dikarin, ji kaseya ku ez vedixwim vexwin? Wan ji Îsa re gotin: Em dikarin! Îsa ji wan re got: Bi rastî hûn ê kaseya min vexwin, lê belê rûniştandina aliyê minî rastê û çepê ne di destê min de ye; lê belê ew der bona yên ku ji aliyê Bavê min ve hatiye amadekirin e.\n Û dema deh şagirt vêya bihîstin, ji herdu birayan re xeyidîn. Lê belê Îsa wan bangî cem xwe kir û got: Hûn dizanin ku, serokên neteweyan serweriyê li wan dikin û mezinên wan serweriyê li ser wan dajon. Di nav we de ne ûsa be; lê belê di nav we de her kî ku dixwaze bibe yê mezin, bila bibe xizmetkarê we û her kî ku dixwaze, di nav we de bibe yê yekem, bila bibe koleyê we. Çawa ku Lawê Mirov nehatiye ku jê re xizmetê bikin, lê hatiye ku xizmetê bike û bona gellekan canê xwe bi fîdyetî bide. Û gava ku ew ji Erîhayê derketin, ajaweyeke mezin li pey Îsa çû. Û a vay, du korên ku li qeraxa rê rûniştîbûn, gava wan bihîstin ku Îsa derbas dibe, kirin qêrîn û gotin: Ya Xudan, Lawê Dawid, ji me re dilovaniyê bike! Lê belê ajawe, bona ku dengê xwe bibirin, wan azirandin. Lê belê wan hîn zêde kirin qêrîn û gotin: Ya Xudan, Lawê Dawid, ji me re dilovaniyê bike! Û Îsa sekinî û bangî wan kir û got: Ma hûn çi dixwazin ku, ez ji bo we bikim? Wan jî jê re gotin: Ya Xudan, bila çavên me vebin! Û dilê Îsa bi wan şewitî û dest danî ser çavên wan û wê demê çawên wan dîtin û li pey wî çûn. Û gava ku ew nêzîkî Orşelîmê bûn û hatin Bêytfacê, li cem Çiyayê Zeytûnê, Îsa du şagirtên xwe şand û ji wan re got: Herin wî gundê li hember û hûn ê kerekî girêdayî û li cem jî dehşika wê bibînin û wan vekin û bînin cem min! Ger kesek ji we re tiştekî bibêje, hûn bibêjin: Ew ji Xudan re lazim in û ew ê hema wan bişîne. Ev ûsa bû ku, ew gotina bi navgîniya peyxamber ve hatiye gotin bête cîh: Ji qîza Siyonê re bibêjin: A vay, Qiralê te, tê cem te, bi xûnermî û li kerekî, heta li dehşika kerekî siwarbûyî. Şagirt çûn, mîna ku Îsa emir dabû wan kirin. Ker û dehşik anîn, kincê xwe avêtin ser wan û Îsa lê siwar bû. Û pirraniya gel kincê xwe li ser rê raxistin û hinekên din guliyê daran jê dikirin û wan li ser rê radixistin. Û ajaweyên ku di pêş û paşê Îsa de dimeşiyan, diqêriyan û wusa digotin: Hosanna ji Lawê Dawid re! Yê ku bi navê Xudan tê Pîroz e! Hosanna ji herî jorîn ve! Gava Îsa kete Orşelîmê, hemûya bajêr hejiya û gotin: Ev kî ye? Û ajaweyê got: Ji bajarê Nisreta Celîlê, Îsa Peyxamber ev e! Û Îsa ket Perestgeha Xwedê û hemû kesên ku di Perestgehê de danûstendinê dikirin avêt derve û dezgên kesên ku pere hûr dikin û kursiyên kevokfiroşan gêr kir. Û wî ji wan re got: Hatiye nivîsin: Ji mala min re dê mala duayê bête gotin, lê belê we wê kirine şkefta rêbiran! Û di Perestgehê de kor û seqet hatin cem wî û wî wan baş kir. Lê belê gava serokên kahînan û alimên zagonê ew kerametên ku, Îsa kir û ew zarokên ku, di Perestgehê de dikirin qêrîn û digotin: Hosanna ji Lawê Dawid re! dîtin, bi hêrs ketin û ji wî re gotin: Ma tu dibihîzî, vana çi dibêjin? Îsa jî ji wan re got: Belê! Ma qey we gotina ku dibêje: Te bi devê zarokên biçûk û yên li ber şîr, pesn ava kir; qet nexwendiye? Û wî wan li cîh hişt, ji bajêr derket û çû Beytanyayê û şevê li wê derê derbas kir. Û sibehê zû, dema ku Îsa vedigeriya bajêr, birçî bû. Û dema li kêleka rê dareke hêjîrê dît, çû cem wê; lê belê xeynî pelan tiştekî din pê ve nedît û wî ji wê re got: Bila êdî ji te abadîn mêw dernekeve! Û dara hêjîrê hema hişk bû. Gava ku şagirtan ev yek dîtin, ecêb man û gotin: Çawa dara hêjîrê hema hişk bû? Îsa bersiv da û ji wan re got: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Ger baweriya we hebe û hûn şibhe nekin, hûn ê ne tenê çi hate serê vê dara hêjîrê bikin, lê belê hûn ê ji vî çiyayî re bêjîn: Rabe û bikeve behrê! dê bibe. Û di duê de bi bawerî kirinê, hûn her çi bixwazin, hûn ê bistînin. Û gava ku Îsa hate Perestgehê û ders dida, serokên kahînan û kalepîrên gel hatin cem wî û gotin: Ma tu bi çi rayedariyê van tiştan dikî û kê ev rayedariya daye te? Û Îsa bersiva wan da û got: Ez jî ji we pirsekî bipirsim, ger hûn ji min re bêjin, ez ê jî ji we re bêjim ku, bi çi rayedariyê ez van tiştan dikim. Vaftîza Yehya ji ku ve bû? Ji ezmanan bû, an ji mirovan bû? Ew di nav xwe de fikirîn û gotin: Ger em bêjin: Ji ezmanan, ew ê ji me re bêje: Ma we çima bawerî pê neanîn? Lê belê gava em bêjin: Ji mirovan, em ji gel ditirsin; ji ber ku hemû Yehya peyxamber qebûl dikin. Û wan bersiv dan Îsa û gotin: Em nizanin! Li ser vê Îsa ji wan re got: Ez jî ji we re nabêjim ku, ez bi çi rayedariyê van tiştan dikim. Ma hûn çi difikirin? Du lawê mirovekî hebûn û wî ji lawê xwe yî yekemîn re got: Lawo, îro here nav rezê min, bişuxule! Wî jî bersiv da û got: Ez naxwazim! Lê belê paşê poşman bû û çû. Mirov çû cem yê din û dîsa ûsa got. Wî bersiv da û got: Erê, ez ê herim, efendiyê min! û neçû. Ji van herduyan kîjanî xwestina bavê xwe kir? Wan jî got: Yê pêşî. Îsa ji wan re got: Bi rastî ez ji we re dibêjim ku: Dê karmendên bacê û pîrekên fahş berî we bikevin Serweriya Xwedê! Ji ber ku Yehya di rêya rastiyê de ji we re hat, we bawerî pê neanîn; lê belê karmendên bacê û pîrekên fahş bawerî pê anîn û piştî ku we ew dît, dîsa jî bona baweriyê bi wî bînin hûn poşman nebûn. Guh bidin wekokeke din: Mirovekî xwediyê malê hebû, rez danî û dora wê çeper kir û çalek tê de kola û qûleyek çêkir û wî rez bi kirê da rezvanan û çû welatekî din. Gava wextê tirî dayînê nêzîk bû, wî xizmetkarên xwe şand cem rezvanan ku, tiriyê jê re bînin. Lê belê rezvanan xizmetkarên wî girtin, li yekî xistin, yê din kuştin û yekî din jî dan ber keviran. Wî dîsa ji cara pêşîn zêdetir xizmetkar şand û rezvanan bi wan jî dîsa ûsa kirin. Lê belê di dawiyê de lawê xwe şand cem wan û got: Dê ew ê hurmetê ji lawê min re bikin! Lê belê gava ku rezvanan law dîtin, ji hev û din re gotin: Mêrasxwer ev e! Werin, em wî bikujin û bibin xwediyê mêrasa wî! Û rezvanan ew girtin, ji nav rez avêtin derve û kuştin. Ger wexta ku xwediyê rez bê, ma ew ê çi bi wan rezvanan bike? Wan ji Îsa re got: Dê wan zilamên xerab, bi awayekî xerab bikuje û rez jî bide rezvanên din, yên ku dê di wextê de tiriyê rezê wî bidinê. Îsa ji wan re got: Ma we di Nivîsên Pîroz de qet nexwendiye? Ew kevirê ku hostan red kirin, bû kevirê serê quncikê. Ev, ji aliyê Xudan ve bû û ev li ber çavên me karekî nuwaze ye! Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim: Serweriya Xwedê dê ji we bête stendin û ji neteweyekî ûsa re bête dayîn ku, mêwa wî bigihîne. Û yê ku di ser vî kevirî de bikeve, dê perçe bibe û ew bikeve ser kê, dê wî bipelixîne. Û gava ku serokên kahînan û Fêrisiyan wekokên wî bihîstin, fêhm kirin ku, ew ji bona wan dibêje. Û her çiqas xwestin ku bi wî bigirin jî, ji gel tirsiyan; ji ber ku wan wî peyxamberek dihesibandin. Û Îsa dîsa bi wekokan ji wan re axifî û got: Serweriya Ezmanan mîna qiralê daweta lawê xwe dike ye ku, bona bangî vexwendiyên dawetê bikin, xizmetkarên xwe şandin; lê belê wan nexwestin ku werin. Qiral dîsa xizmetkarên din şand û got: Ji vexwendiyan re bêjin: A vay, min ziyafeta xwe amade kiriye, cange û dewarên xwe yî qelew şerjêkiriye û her tişt amade ye; werin dawetê! Lê belê wan guh nedan, yek çû zeviya xwe û yê din jî çû danûstendina xwe. Û yên mayîn jî xizmetkarên wî girtin, heqaretê lê kirin û kuştin. Lê belê qiral qariya û artêşa xwe şand, ew mêrkujana qir kir û bajarên wan şewitand. Pişt re ji xizmetkarên xwe re got: Dawet amade ye, lê belê vexwendî ne hêja bûn. Ka herin serê duriyanan û kê ku hûn bibînin, bangî dawetê bikin! Xizmetkar jî derketin rêyan, qenc û xerab her kî dîtibin, hemû dan hev û mala dawetê bi mêvanan ve tijî bû. Lê belê gava qiral hat hundir ku mêvanan bibîne, mirovek li wê derê dît ku, kincê dawetê lê tunebû. Û ji wî re got: Heval! Ma tu çawa bê kincê dawetê ketî vir? Û zimanê wî hate girtin. Wê wextê qiral ji xizmetkarên xwe re got: Dest û lingên wî girê bidin û bigirin û wî bavêjin tariya derve! Li wê derê dê bibe girîn û qirçîniya diranan. Ji ber yên ku hatine bangkirin zehf in, lê belê bijartî hindik in! Li ser vêya Fêrisî çûn û bona ku ew Îsa bi gotina wî çawa bixin dafîkê, bi hev re şêwirîn. Û wan şagirtên xwe tevî piştgirtiyên Hêrodês şandin cem Îsa û gotin: Mamoste, em dizanin ku, tu rast î û rêya Xwedê bi rastî didî nasîn; ji kesî re cihêtiyê nakî; ji ber ku tu li şexsê mirovan nanihêre. Niha ji me re bêje, ka fikrê te çi ye: Rast e ku, em bacê bidin Qeyser an na? Lê belê Îsa bi nêta wan ya xerab zanîbû û got: Ya durûno, ma hûn çima min diceribînin? Ka pereyê bac dayînê nîşanî min bidin! Û wan dînarek ji Îsa re anîn. Îsa jî ji wan re got: Ev sûret û nivîsa yên kî ne? Wan got: Yên Qeyser in. Li ser vê Îsa ji wan re got: Balê, tiştên Qeyser bidin Qeyser û yên Xwedê jî bidin Xwedê! Û gava wan vêya bihîstin, ecêb man, dev ji wî berdan û çûn. Wê rojê Sadûqiyan ku digotin vejîna miriyan tune, hatin cem Îsa, jê pirsiyan û gotin: Ya Mamoste! Mûsa got: Ger mirovek ku zarokên wî nebin bimire, bila birayê wî jina wî bistîne û ji birayê xwe re nîjadê rake. Bi vî awayî heft bira li cem me hebûn. Yê mezin zewicî û mir. Ji ber ku zarokên wî tune bûn, jina xwe ji birayê xwe re hişt. Ûsa hate serê yê duduyan û yê sisiyan jî, heta yê heftan ûsa mirin. Li pey hemûyan pîrek jî mir. Niha, roja qiyametê ew jin dê bibe jina kîjanî ji wan her heftan? Ji ber ku hemûyan ew stendibûn. Lê belê Îsa bersiv da û ji wan re got: Hûn ketine xeletiyê, ji ber ku hûn ne Nivîsên Pîroz zanin û ne jî hêza Xwedê. Ji ber ku roja qiyametê ne ew ê bizewicin, ne jî mêr bikin, ji ber ku dê mîna milyaketên ezmanan bin. Ma we ew gotina ku, Xwedê ji bona vejîna miriyan ji we re gotiye, nexwendiye? ya ku dibêje: Ez Xwedayê Birahîm û Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûp im. Xwedê ne Xwedayê miriyan, lê Xwedayê zindiyan e. Û gava gel vêya bihîstin, li ser hînkirina wî zehf ecêb man. Û gava Fêrisiyan bihîstin ku, Îsa Sadûqiyan hiş kiriye, li hev civiyan û ji wan alimekî olê, Îsa ceriband û ji wî pirs kir: Ya Mamoste, di zagonê de emrê herî mezin kîjan e? Îsa ji wî re got: Xudan, Xwedayê xwe bi hemûya dilê xwe û bi hemûya canê xwe û bi hemûya aqilê xwe hez bike! Emrê pêşîn û mezin ev e. Û ya duduyan a ku, mîna vêya ye, ev e: Ji cîranê xwe mîna xwe hez bike! Hemû zagon û peyxamberan bi van her du emiran ve girêdayî ne. Gava Fêrisî civiyan, Îsa ji wan pirs kir û got: Ma hûn ji bona Mesîh çi difikirin? Ew Lawê kê ye? Wan jî ji Îsa re gotin: Lawê Dawid e. Îsa ji wan re got: Wê gavê, çawa dibe ku, Dawid di Ruh de bi gotina Xudan bangî wî dike û dibêje: Xudan ji Xudanê min re got: Heta ku ez neyarên te ji lingên te re pêlik deynim, li rastê min rûnê? Ger Dawid ji wî re dibêje Xudan, çawa ew dibe lawê wî? Û qet kesekî bi gotinekê bersivê neda wî. Û paşî wê rojê êdî kesekî newêribû ku, jê pirs jî bikira. Wê wextê Îsa ji gel û şagirtên xwe re axifî û got: Alimên zagonê û Fêrisiyan li ser kursiya Mûsa rûdinin. Ji ber wê yekê ew çi ji we re bêjin, ûsa bikin û bînin cîh; lê belê mîna karên wan nekin; ji ber ku ew dibêjin û nakin. Erê, ew barên giran û dijwar girêdidin, datînin ser pişta mirovan, lê belê ew bi xwe naxwazin, bi tiliya xwe jî wan bileqînin. Lê belê ew hemû xebatên xwe ji bo dîtina mirovan dikin. Ji ber ku ew berbejnên xwe fireh û pêşê kincên xwe dirêj dikin; di ziyafetan de cîhên jorîn û li keniştan ji kursiyên pêşîn û di qadên sûkan de ji silavan û ji aliyê mirovan ve jî bi gotina: Ya Mamoste bên bang kirinê, hez dikin. Lê belê bila ji we re nebêjîn: Mamoste, ji ber ku Mamosteyê we yek e û hûn hemû bira ne. Li ser rûyê erdê hûn ji tu kesî re nebêjin: Bavo, ji ber ku Bavê we yek e, ew jî Bavê ezmanî ye. Ne jî ji we re bêjin: Efendî, ji ber ku Efendiyê we yek e, Mesîh e. Lê belê di nav we de yê herî mezin bila bibe xizmetkarê we. Kesê ku xwe bilind bike, dê were nizm kirin û kesê ku xwe nizm bike, dê were bilind kirin. Lê belê wey li we alimên zagonê û Fêrisiyan, durûno! Ji ber ku, hûn Serweriya Ezmanan li rûyê mirovan digirin! Ne hûn dikevinê û ne jî dihêlin, ewên ku dixwazin, bikevinê. Wey li we alimên zagonê û Fêrisiyan, durûno! Ji ber ku hûn li aliyekî bona bidine xuyanî kirinê duayên dirêj dikin, lê li aliyê din jî hûn malên jinebiyan dadiqurtînin. Ji bo vê yekê dê daraziya we hîn jî girantir bibe! Wey li we alimên zagonê û Fêrisiyan, durûno! Ji ber ku hûn li behr û erdê digerin ku, yekî bînin ser baweriya xwe û gava ku dibe, hûn wî ji xwe du qatî zêdetir dikin lawê dojehê! Wey li we rêberên kor, yên ku dibêjin: Kî ku li ser Perestgehê sond bixwe, ne tiştek e; lê belê kî ku li ser zêrên Perestgehê sond bixwe, dê bibe deyndar. Hûn, ya xêvikno û korno! Ma kîjan mezin e? Zêr an Perestgeha ku zêr pîroz dike? Û dîsa hûn dibêjin: Kî ku bi gorîgehê sond bixwe ne tiştek e, lê belê kî ku bi boraqa li ser gorîgehê sond bixwe, dibe deyndar. Hûn, ya korno! Ma kîjan mezin e? Boraq, an gorîgeha ku boraqê pîroz dike? Ji ber vê yekê kî ku bi gorîgehê sond dixwe, ew him bi wê sond dixwe û him jî bi hemû tiştên ku li ser wê hene sond dixwe. Û kî ku bi Perestgehê sond dixwe, ew him bi wê sond dixwe û him jî bi yê ku di wê de dijî sond dixwe. Û kî ku bi ezmanan sond dixwe, ew him bi textê Xwedê sond dixwe û him jî bi yê ku li ser rûniştiye sond dixwe. Wey li we alimên zagonê û Fêrisiyan, durûno! Ji ber ku hûn deheka pûjanê û anixê û reşkeyê didin û tiştên zagonê yên hîn girîngtir, dadiyê û dilsoziyê û baweriyê berdidin! Divê we wan bikirana û dev ji vana jî bernedana! Ya rêberên kor! Hûn mêşa biçûk diparzînin û cihê dikin, lê belê devê dadiqurtînin! Wey li we alimên zagonê û Fêrisiyan, durûno! Ji ber ku hûn rûyê derve yî fîncan û pincê paqij dikin, lê belê hundirê wan bi talan û xoroşiyê ve tijî ne! Ya Fêrisiyê kor! Pêşiyê hundirê fîncan û pincê paqij bike ku, li derve jî paqij bibe. Wey li we alimên zagonê û Fêrisiyan, durûno! Ji ber ku hûn mîna gorên sipî kirine ku, ji derve qenc xuya dibin, lê belê hundirê wê bi hestiyê miriyan û bi hemû heramiyê ve tijî ye! Hûn jî, ûsa ji derve bi mirovan re qenc xuya dibin, lê belê ji hundir ve hûn bi durûtî û fesadiyê ve tijî ne. Wey li we alimên zagonê û Fêrisiyan, durûno! Hûn gorên peyxamberan çêdikin, gorên kesên salih jî dixemilînin û dibêjin: Ger em di rojên bavên xwe de hebûna, me li tev wan xwîna peyxamberan nedirijandin. Bi vî awayî hûn bi xwe şehadetî didin ku, hûn lawên yên ku peyxamber kuştine nin. Belê, hûn jî pîveka bavên xwe tijî bikin! Hûn, hey marno! Hûn, hey nîjada margîskan! Ma hûn ê çawa ji dîwana dojehê birevin? Bi vî awayî, a vay, ez ê ji we re peyxamberan û mirovên zana û alimên zagonê bişînim; hûn ê ji wana hinekan bikujin û xaç bikin û hinekan di keniştên xwe de bidin ber qamçiyan û bajar bi bajar biqewirînin ku; hemû xwîna bêsûc, ya li ser rûyê erdê hatiye rijandin dê bê ser we; ji xwîna Habîlê bê sûc heta xwîna Zekeryayê lawê Berexya, ew ê ku we di nav Perestgeh û gorîgehê de kuşt. Bi rastî ez ji we re dibêjim: Ev hemû tişt dê bên serê vî nifşê! Orşelîm, Orşelîma ku peyxamberan dikuje û şandiyên ku jê re hatine şandin kevir dike! Çend caran xwestim ku, ez zarokên te li cem xwe bicivînim, çawa mirîşk çêlikên xwe di binê perên xwe de dicivîne, lê belê we nexwestin! A vay, dê mala we li we wêran û vala bimîne. Ji ber ku ez ji we re dibêjim: Heta ku hûn bêjin: Yê ku bi navê Xudan tê, Pîroz be!, êdî hûn ê min nebînin. Û gava Îsa ji Perestgehê derket û çû, şagirtên wî hatin cem wî ku xaniyên Perestgehê nîşanî wî bidin. Îsa jî bersiv da wan û ji wan re got: Ma hûn van hemûyan nabînin? Bi rastî ez ji we re dibêjim: Li vir kevir li ser kevir namîne ku, neyê hilweşandin! Wexta ku Îsa li ser Çiyayê Zeytûnê rûniştîbû, şagirtên wî bi tenê hatin cem wî û ji wî pirsiyan: Ji me re bêje, ma ew tiştana dê kengê bibin? Nîşana hatina te û dawiya vê dinê dê çi be? Îsa bersiv da û ji wan re got: Hay ji xwe hebin, nebe ku kes we ji rê derxîne! Ji ber ku gellek dê bi navê min bên û bêjin: Mesîh ez im û dê gellekan ji rê derxînin! Hûn ê dengê şeran û gotinên şer bibihîzin, hay ji xwe hebin ku, hûn netirsin; ji ber hewceye ku ev tişt bibin; lê belê hîn dawî nîne. Ji ber ku gel li hember gelan û qiraletî li hember qiraletiyan rabin, cîh cîhan dê birçîtî, weba û erdhejînan bibin. Lê hemûya van tiştan, destpêka jana ne. Wê wextê dê tengasiyê bidin we, we bikujin û bona navê min hemûya gelan ji we bikerihin. Û wê gavê gellek tilpekî bibin, hev û din didin dest û ji hev û din bikerihin. Û dê gellek peyxamberên sexte derkevin û gellekan ji rê derxînin. Û ji bo zêdebûna xerabiyê, dê hezkirina gellekan sar bibe. Lê belê kî ku heta dawiyê ber xwe bide, ew ê xelas bibe. Û ev Mizgîniya Serweriyê, bona ku ji hemûya netewan re şahdeyiyê bike, dê li hemûya dinê ve bête waz dayîn û dawî dê wê demê were. Niha, gava tiştê têkçûnê tîne û mekruh ya ku bi navgîniya Danîêl peyxamber ve hatiye gotin, hûn li cîhê pîroz çikandî bibînin – bila xwendevan fêhm bike –, wê wextê yên ku li Cîhûstanê ne, bila birevin çiyan; yê li ser xanî ye, bila ji wir neyê xwarê ku, ji mala xwe tiştekî bigire û yê ku li nav zeviyê ye jî, bila bona girtina eba xwe venegere. Lê belê wey li ducanî û berdergûşa, di wan rojan de! Dua bikin ku, bila reva we li zivistanê, an jî di roja Sebtê de nebe. Ji ber ku wê wextê tengasiyekî ûsa mezin dê bibe ku, ji destpêka dinê ve heta niha mîna wê nebûye û tu car dê nebe jî. Ger ew rojana nehatana kurt kirin, tu kes xelas nedibû; lê belê ji bona xatirê bijartiyan dê ew rojana bên kurt kirin. Wê wextê, ger yek ji we re bêje: A vay, Mesîh li vir e! an jî: Ew li wir e! bawer nekin. Ji ber ku Mesîhên sexte û peyxamberên sexte dê derkevin, elamet û nuwazeyên mezin bikin ku, ger mimkun be bijartiyan jî ji rê ve derxînin. A vay, min ji berê ve ji we re got. Ger ew ji we re bêjin: A vay, ew li çolê ye! dernekevin, an bêjin: A vay, ew di oda hindur de ye! bawer nekin. Ji ber ku çawa birûsk ji rojhilatê derdikeve û heta rojavayê xuya dike, dê hatina Lawê Mirov jî ûsa be. Ji ber ku li ku derê berate hebe, qertel jî li wir bicivin. Lê belê hema li pey tengasiya wan rojan, dê roj tarî bibe û heyv ronahiya xwe nade; dê sterk ji ezmên bikevin û dê qudretên ezmanan bihejin. Wê gavê nîşana Lawê Mirov dê li ezmanan xuya bibe û wê gavê hemûya neteweyên dinê li xwe bixin û dê hatina Lawê Mirov li ser ewrên ezmanan bi quwet û bi bilindahiya mezin ve bibînin. Û ew ê milyaketên xwe bi boriya dengbilind ve bişîne û milyaket dê bijartiyên wî ji aliyekê ezmên heta aliyê wê yî din, ji her çar bayî ve bicivînin. Lê belê ji dara hêjîrê ve dersê bigirin: Wexta ku guliyên wê nerm dibin û pelikên wê şîn dibin, hûn zanin ku havîn nêzîk e. Ûsa wexta ku hûn jî van hemû tiştan bibînin, bizanibin ku ev tişt nêzîk e; li ber deriya ye. Bi rastî ez ji we re dibêjim: Heta ku ev hemû tişt çênebin, va nifşeya derbas nabe. Dê erd û ezman derbas bibin, lê belê gotinên min derbas nabin. Lê belê di derheqê wê rojê û saetê de, ne milyaketên ezmanan, ne jî Law; lê xeynî Bav kesek tiştekî nizane. Çawa ku di rojên Nûh de bûn, di hatina Lawê Mirov de jî dê ûsa bibe. Ji ber çawa ku wan rojên berî tofanê mirovan dixwarin û vedixwarin, dizewicîn û mêr dikirin, heta wê roja ku Nûh kete keştiyê û mirov pê nehisiyan, heta ku tofan rabû û hemû xeniqîn; dê hatina Lawê Mirov jî ûsa be. Wê wextê du mirov dê li nav zeviyê bin, dê yek bê girtin û yek bê hiştin. Du pîrekê li aşê genim dihêrin hebin û dê yek bê girtin û yek bê hiştin. Ji ber vê yekê, hişyar bimînin; ji ber hûn nizanin ku, Xudanê we dê kîjan rojê bê! Lê belê vêya bizanibin ku, ger xwediyê malê zanîbûya ku diz kîjan saetê bihata, dê hişyar bimaya û nedihişt ku mala wî qul bikirina. Bona vê yekê hûn jî amade bin; ji ber ku Lawê Mirov di saetekê de bê ku, hûn ne li bendê ne. Bi wî awayî, ma kî ye ew xulamê dilsoz û baqil ku, efendiyê wî ew danî ser xulamên xwe, bona di wextê de xwarina wan bide wan? Xwezî bi wî xulamî ku, wextê efendiyê wî bê, wî di xizmetekî ûsa de bibîne! Bi rastî ez ji we re dibêjim: Dê efendî wî dayne ser hemû malên xwe. Lê belê ger ew xulamê xerab di dilê xwe de bêje: Dê efendiyê min dereng bê û dest pê bike, li hevalên xwe yên xulam bixe û tevî yên serxweş bixwe û vexwe, dê efendiyê wî xulamî di rojek ûsa de bê ku, ew ne li benda wî ye û di saetek ûsa de ku, ew pê nizane. Û dê wî bike du parî û para wî dê tevî durûyan bide; li wir dê girî û qirçîniya diranan bibe. Wê çaxê Serweriya Ezmanan, dê bibe mîna deh qîzên azib ku qendîlên xwe rahiştine û çûne pêşwaziya zavê. Ji wan pênc baqil û pênc bêaqil bûn. Ji ber gava ku yên bêaqil qendîlên xwe rahiştin, rûn bi xwe re negirtin. Lê belê yên baqil, rûn jî di qaban de tevî qendîlên xwe bi xwe re girtin. Lê belê gava ku zava dereng ket, xew ket ser hemûyan û di xew de çûn. Û nîvê şevê qêrînek hat: A vay, zava tê! Derkevin pêşiya wî! Wê wextê hemû qîz rabûn û qendîlên xwe amade kirin. Û yên bêaqil ji yên baqil re gotin: Ji rûnê xwe bidin me, ji ber ku qendîlên me ditemirin! Lê belê yên baqil bersiv dan û gotin: Na, dibe ku rûn ji me û we re têrê neke; ya qenc, hûn herin cem yên rûn difiroşin û ji bo xwe bikirin! Û dema ew çûn ku rûn bikirin, zava hat û ew qîzên ku amade bûn, tevî wî ketin dawetê û derî hate girtin. Paşê qîzên din jî hatin û gotin: Ya Xudan, ya Xudan, li me veke! Lê belê wî bersiv da û got: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Ez we nas nakim! Ji ber vê yekê hişyar bimînin! Ji ber ku hûn ne bi rojê û ne jî bi saeta ku Lawê Mirov tê dizanin. Ji ber ew mîna zilamê ku gava çû welatekî din, bangî xulamên xwe bike û malê xwe emanetî wan bike ye. Wî li gor hunerê wan, pênc telant da yekî, du telant da yekî û telantek jî da yekî û derkete rê. Yê ku pênc telant girtibû hema çû, bi wan danûstendinê kir û pênc telantên din qezenc kir. Bi vî awayî yê ku du telant girtîbûn jî, duduyên din qezenc kirin. Lê belê yê ku telantek girtîbû, çû erd kola û pereyê efendiyê xwe veşart. Û piştî demeke dirêj efendiyê wan xulaman hat û tevî wan hesabê xwe dît. Yê ku pênc telant girtîbûn, pêş de hat, pênc telantên din jî anîn û got: Efendî, te pênc telant dabû min, a vay, min pênc telantên din jî qezenc kir. Efendiyê wî jê re got: Aferîn, xulamê qenc û dilsoz! Tu di nav tiştên kêm de dilsoz bûyî, ez ê te deynim ser gellek tiştan; bikeve şênahiya efendiyê xwe! Yê ku du telant girtîbû jî hat û got: Efendî, te du telant dabû min, a vay, min du telantên din jî qezenc kir. Efendiyê wî jê re got: Aferîn, xulamê qenc û dilsoz! Tu di nav tiştên kêm de dilsoz bûyî, ez ê te deynim ser gellek tiştan; bikeve şênahiya efendiyê xwe! Lê belê yê ku telantek girtîbû jî hat û got: Efendî, min dizanibû ku wekî tu mirovekî hişk î û cîhê ku te neajotiye, tu diçinî û cîhê ku te belav nekiriye, berhev dikî û ez tirsiyam, çûm û telantê te di erdê de veşartim; a vay, malê te ji te re be! Lê belê efendiyê wî bersiv da û ji wî re got: Xulamê xerab û zexel! Ma te dizanîbû ku, ez ji cîhê ku min neajotiye diçinim û cîhê ku, min belav nekiriye, berhev dikim? Wê çaxê divê te perê min bida bankêran; gava ku ez bihatima, min ê pereyê xwe tevî selefa wî ve bigirta. Ji ber vê yekê, wî telantî ji wî bigirin û bidin yê ku deh telantên wî hene! Ji ber ku yê kî hebe, dê jê re bê dayînê û bê zêde kirin. Lê belê yê kî tune be, ya ku pê re heye jî dê jê bê girtin! Û vî xulamê bêkêr bavêjin tariya derve! Li wê derê dê bibe girî û qirçîniya diranan. Lê belê wexta ku Lawê Mirov hemû milyaketan pê re û bi mezinahiya xwe ve bê, hingê dê li ser texta xwe yî bilind rûne; hemûya gelan dê li ber wî bicivîn û ew ê wan ji hev û din veqetîne, çawa ku şivan mîhan ji bizinan vediqetîne. Dê mîhan bide milê xwe yî rastê û bizinan bide milê xwe yî çepê. Wê wextê Qiral, dê ji yên ku li aliyê xwe yî rastê ne re bêje: Ya hûn, pîrozên Bavê min, werin, Serweriya ku ji bona we ji destpêka dinê ve amade bûye, mêras bigirin! Ji ber ku ez birçî bûm û we xwarin dan min; ez tî bûm û we av dan min; ez xerîb bûm û we min girtin hundir; ez tazî bûm û we kinc li min kirin; ez nexweş ketim û we serîdankê li min kirin; ez di girtîgehê de bûm û hûn hatin cem min. Wê wextê dê yên salih bersivê bidin wî û bêjîn: Ya Xudan, ma kengê me te birçî dîtin û xwarinê da te, an te tî dîtin û av da te? Û kengê me te xerîb dîtin û te girtin hundir, an jî te tazî dîtin û kinc li te kirin? Û kengê me te nexweş an di girtîgehê de dîtin û em hatin cem te? Dê Qiral bersivê bide û ji wan re bêje: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Madem ku we ji van birayên minî herî biçûk yekî re kir, we ji min re kir! Wê wextê ew, dê ji yên ku li aliyê xwe yî çepê ne re jî bêje: Yên lanet lê bûyî! Ji cem min herin nav agirê abadîn ku, ji bona Îblîs û milyaketên wî amade bûye! Ji ber ku ez birçî bûm û we xwarinê nedan min, ez tî bûm û we avê nedan min; ez xerîb bûm û we min negirtin hundir; ez tazî bûm û we kincan li min nekirin, ez nexweş û di girtîgehê de bûm û hûn nehatin cem min! Wê wextê ew ê jî bersivê bidin û bêjin: Ya Xudan! Ma kengê me te birçî, an tî, an xerîb, an tazî, an nexweş, an jî di girtîgehê de dîtin û me ji te re xizmetê nekirin? Wê wextê ew ê bersivê bide wan û bêje: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Madem ku we ji vana yên herî biçûk yekî re nekir, we ji min re jî nekirin! Û vana herin ezabê abadîn, lê belê yên salih dê herin jiyana abadîn! Û wusa bû ku, gava Îsa hemûyên van gotinan qedand, ji şagirtên xwe re got: Hûn dizanin ku piştî du rojê Cejna Fisihê ye û Lawê Mirov bona bê xaçkirin dê bi dest ve bête dayîn. Wê wextê serokên kahînan û kalepîrên gel di hewşa Serokkahîn de ku, navê wî Qayafa bû civiyan. Û bi hev re şêwirîn ku Îsa bi hîle bigirin û bikujin. Lê belê wan digotin: Bila ev kar di vê cejnê de nebe ku, di nav gel de tevlihevî nebe! Û gava Îsa li Beytanyayê di mala Şîmûnê bicizam de bû, pîrekek di qabekî mermerê sipî de, bi rûnê zehf bêhnxweş ve hat cem wî û gava ew li sifrê rûniştîbû, pîrekê rûn bi ser serê wî ve rijand. Lê belê gava şagirtan ev yek dîtin, hêrs bûn û gotin: Ma ji bona çi ev destbelavî kirin? Ji ber hewce bû ku, ev rûn bi qîmetekî giranbuha bihata firotin û wê bidana xizanan! Lê belê Îsa bi vê dizanîbû û ji wan re got: Ma çima hûn pîrekê diêşînin? Ji ber ku wê karekî qenc ji min re kir! Ji ber ku dê xizan her tim li cem we bin, lê belê ez ê her tim ne li cem we bim. Ji ber ku pîrekê ev rûnê bêhnxweş bi ser bedena min ve rijand ku, min ji bo binaxkirinê amade bike. Bi rastî ez ji we re dibêjim: Ev Mizgînî di dinê de, li ku derê bê danasîn kirin, dê kirina vê pîreka jî ji bona bîranîna wê bête gotin! Wê wextê yek ji Donzdehan ku, ji wî re digotin Cihûdayê Îsxeryotî, çû cem serokên kahînan û got: Ger ez wî bidim destê we, hûn ê çi bidin min? Wan jî sî zîv jê re soz dan ku, bidin wî. Bona ku Îsa bide dest, ew ji wê wextê ve li fersendê digeriya. Di roja yekemîn ya Cejna Nanê Bêhavên de, şagirt hatin cem Îsa û jê re gotin: Tu li ku derê dixwazî, xwarina Fisihê bixwî ku, em ji te re amade bikin? Wî jî got: Herin bajêr, li cem filan mirovî û ji wî re bêjin: Mamoste dibêje, wexta min nêzîk e; ez ê tevî şagirtên xwe di mala te de Fisihê pîroz bikim! Û şagirtan çawa ku Îsa ji wan re emir dabû, ûsa kirin û xwarina Fisihê amade kirin. Gava ku êvar bû, ew tevî her donzdeh şagirtên xwe li sifrê rûnişt. Gava ku wan hîn xwarinê dixwarin, Îsa got: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Yekî ji we dê min bide dest! Û ew jî gellekî xemgîn bûn û her yekî ji wan ji wî re got: Ya Xudan, ma ez im? Wî bersiv da wan û got: Yê ku pariyê xwe tevî min, di feraxa xwarinê de dakir, ew e yê ku dê min bide dest. Jixwe Lawê Mirov, li gor ku bona wî hatiye nivîsîn diçe, lê belê wey li serê wî mirovî ku, dê Lawê Mirov bi navgîniya wî, bi dest ve tête dayîn! Ger ew mirov nebûba, dê jê re qenctir biba. Cihûdayê ku ew da dest, bersiv da û got: Ya Mamoste! Ma ez im? Îsa jî ji wî re got: Mîna gotina te ye! Gava wan nan dixwarin, Îsa nan rahişt, dua şikiriyê kir, ew şikand, da şagirtan û got: Bigirin, bixwin! Ev bedena min e. Û kaseyek rahişt, şikir kir û da wan û ji wan re got: Hûn hemû ji vê vexwin! Ji ber ku ev xwîna min ya Peymanê ye ku, ji bo bexşandina gunehên gellekan dê bête rijandin. Lê belê ez ji we re dibêjim: Êdî ez tu carî ji bera mêwa rez venaxwim; heta wê roja ku ez ê tevî we, di Serweriya Bavê xwe de ya nû vexwim! Û wan qesîdekê gotin, derketin Çiyayê Zeytûnê. Wê wextê Îsa ji wan re got: Îşev hûn ê hemû ji min tilpekî bibin; ji ber ku hatiye nivîsîn: Ez ê li şivan xînim û dê mîhên keriyê belav bibin. Lê belê piştî ku ez ji mirinê rabim, ez ê berî we herim Celîlê. Lê belê Pêtrûs bersiv da û ji wî re got: Ger hemû di te de tilpekî bibin jî, ez qet tilpekî nabim! Îsa ji wî re got: Bi rastî ez ji te re dibêjim: Îşev hîn berî bang kirina dîk, tuyê sê carî min înkar bikî! Pêtrûs ji wî re got: Ger hewce bike, ez ê tevî te bimirim jî, dîsa ez te qet înkar nakim! Hemûya şagirtan jî ûsa gotin. Wê wextê Îsa tevî wan çû cîhekî ku, navê wê Gêtşêmanî bû û ji şagirtên xwe re got: Li vir rûnin, heta ku ez herim û li wê derê dua bikim! Û Pêtrûs û herdu lawên Zebedî bi xwe re girt û dest pê kir, xemgîn û zehf teng bû. Wê wextê ji wan re got: Canê min di dereca mirinê de zehf xemgîn e; hûn li vir bisekinin û li tev min hişyar bimînin! Hinekî pêş ve çû û ket ser rûyê xwe, dua kir û got: Bavê min! Ger mimkun be, bila ev kase ji min derbas bibe; lê belê ne mîna xwestina min, bila mîna xwestina te bibe! Û ew hate cem şagirtan û wan di xew de dît û ji Pêtrûs re got: Ma qene we nikaribûn bi min re saetekê hişyar bimana? Hişyar bimînin û dua bikin ku, hûn neyên ceribandin! Her wekî ruh dilxwaz e, lê belê beden bêquwet e. Îsa cara duwemîn çû, dua kir û got: Bavê min! Ger heta ku ez wê kasê venexwim, derbasbûna wê mimkun nabe, bila xwestina te bibe! Û dema ew hat, dîsa wan di xew de dît; ji ber ku çavên wan giran bûbûn. Wan di cîh de hişt, dîsa dûr ket, cara sêwemîn dua kir û dîsa wan gotinan got. Wê wextê Îsa hate cem şagirtan û ji wan re got: Êdî di xew de biçin û rehet bikin; a vay, saet nêzîk bû û Lawê Mirov bi destê gunehkaran ve tête dayîn. Rabin, em herin! A vay, yê ku min dide dest, nêzîk bû. Îsa hîn diaxifî, a vay, Cihûdayê ku yek ji Donzdehan bû hat, tevî wî komekî mezin ya mirovan bi dar û şûran ve ku, ji aliyê serokên kahînan û kalepîrên gel ve hatibûn şandin, hebû. Û yê ku ew da dest, nîşanek dabû wan û gotibû: Ez kîjanî ramûsînim, ew e, bi wî bigrin! Ew hema nêzîkî Îsa bû û got: Silav ji te re Mamoste! û wî ramûsand. Îsa jî ji wî re got: Heval, ma tu bona çi hatî? Li ser vêya ew nêzîk bûn, dest dan ser Îsa û pê girtin. A vay, yek ji ewên ku tevî Îsa bûn, dest avêt şûrê xwe kişand û li xulamê Serokkahîn xist û guhê wî jêkir. Wê wextê Îsa ji wî re got: Şûrê xwe dîsa bike cîhê wê! Ji ber ku hemûyên ku şûr dikişînin, dê bi şûr ve bimirin! An jî tu dibêjî, ma qey ez nikarim ji Bavê xwe lava bikim û ew jî aniha ji donzdeh lejyonan zêdetir milyaket nagihîne min? Lê belê nivîsên ku dibêjin, divê hemû ûsa bibin, dê çawa bêne cîh? Wê saetê Îsa ji ajaweyê re got: Mîna rabûna li hember rêbirekî bi şûran û daran, ma hûn ji bona girtina min hatine? Ez her roj di Perestgehê de rûdiniştim û min we hîn dikir, we bi min nedigirtin. Lê belê hemûyên vana bûn ku, nivîsên peyxamberan bêne cîh. Wê wextê hemû şagirtan wî di cîh de hiştin û reviyan. Yên ku bi Îsa girtibûn, wî birin cem Serokkahîn Qayafa; alimên zagonê û kalepîran li wir civiyabûn. Pêtrûs ji dûr ve heta hewşa Serokkahîn li pey wî çû û kete hundir tevî nobedaran rûnişt, bona ku dawiyê bibîne. Serokên kahînan û hemûya Civata Netewî, ji bona ku Îsa bikujin, li dijî wî li şahdeyên derewîn digeriyan. Û her wekî gellek şahdeyên derewîn hatin jî, lê dîsa jî ya ku lê digeriyan nedîtin. Lê belê di dawiyê de du şahdeyên derewîn hatin û gotin: Vî mirovî got: Ez dikarim, Perestgeha Xwedê xera bikim û di nav sê rojan de dîsa wê çêbikim! Û Serokkahîn rabû û ji Îsa re got: Ma tu qet bersivê nadî? Ev çi şahdeyiye ku vana li dijî te dikin? Lê belê Îsa bêdeng ma. Û Serokkahîn ji wî re got: Ez te li cem Xwedayê zindî didim sondê, ger Lawê Xwedê, Mesîh tu yî, ji me re bêje! Îsa jî ji wî re got: Mîna ku te gotiye yî! Lê belê ez ji we re dibêjim: Ji niha pê ve hûn ê bibînin ku, Lawê Mirov, li aliyê rast, yê Qudretê rûniştiye û li ser ewrên ezmanan ve tê! Wê wextê Serokkahîn kincên xwe çirand û got: Wî kufr kir! Êdî çi hewcedariya me ji şahidan re heye? A vay, we niha kufriyên wî bihîstin. Ma hûn çi dibêjin? Wan bersiv dan û gotin: Wî mirinê li xwe heq kir! Wê gavê tifî rûyê wî kirin û bi kulmikan li wî xistin; hinekan jî şîrmaq lê didan û digotin: Ya Mesîh, ma yê ku li te dixe kî ye? Peyxambertiyê ji me re bike! Pêtrûs li derve, di hewşê de rûniştî bû. Û keçika xizmetkar hat cem wî û got: Tu jî tevî Îsayê Celîlî bû! Lê wî li ber hemûyan înkar kir û got: Ez nizanim ku tu çi dibêjî. Dema ku ew derket ber derî, keçikek din ya xizmetkar wî dît û ji yên ku li wê derê ne re got: Ev mirov jî bi Îsayê Nisretî re bû! Û wî dîsa bi sondê înkar kir û got: Ez wî mirovî nas nakim! Û hineke pişt re yên ku li wir bûn, çûn cem Pêtrûs û gotin: Bi rastî tu jî ji wan î; ji ber ku axaftina te, te eşkere dike! Wê wextê wî lanet li xwe kir, sond xwar û got: Ez wî mirovî nas nakim! Û hema dîk uriya. Pêtrûs ew gotina Îsa anî bîra xwe ku, ji wî re gotibû: Berî ku dîk biure, tuyê sê caran min înkar bikî. Û ew derket derve û bi êş û jan giriya. Gava bû sibe, hemûyên serokên kahînan û kalepîrên netewê bona ku Îsa bikujin, li dijî wî bi hev re şêwirîn. Û Îsa girêdan, birin û dan destê walî, Pontiyûs Pîlato. Wê wextê Cihûdayê ku wî da dest, bi dîtina mehkûm kirina wî, poşman bû, wî sî zîvî ji serokên kahînan û kalepîran re şunda vegerand û got: Min bi dest dayîna xwîna bêsûc guneh kir! Lê belê wan got: Çi têkiliya vêya bi me re heye? Here, tu li çareseriya xwe binihêre! Û Cihûda zîv avêtin nav Perestgehê, derket û çû û xwe daliqand. Serokên kahînan zîv girtin û gotin: Ne rast e ku, em wan têxin nava xezîna Perestgehê, ji ber ku ew buha xwînê ye! Û ew bi hev re şêwirîn û ji bo gorên xerîban bi wan zeviya Kûzikvan stendin. Ji ber vê yekê ji wê zeviyê re, heta îro: Zeviya xwînê tê gotin. Wê wextê ew gotina ku, bi navgîniya Yêremya peyxamber ve hatiye gotin, hate cîh: Wan sî zîv qîmet stendin, çawa ku ji lawên Îsraêlê hin kesên ji bo wî qayîl bûn û ew ji bo stendina zeviya Kûzikvanê dan, çawa ku Xudan ji min re emir kiribû. Û Îsa li ber walî sekinî, walî ji wî pirsiya û got: Ma tu qiralê Cihûdan î? Îsa ji wî re got: Mîna gotina te ye! Lê belê gava ku serokên kahînan û kalepîran ew sûcdar kirin, wî qet bersiv neda. Wê wextê Pîlato ji wî re got: Ma tu nabihîzî ku, bi çiqas tiştî li dijî te şahdeyiyê dikin? Îsa bi gotinekî jî bersiv neda wî; ûsa ku walî zehf ecêb ma. Û adeta walî bû ku, di cejnê de mehkûmekî ku gel dixweze berde. Wê wextê mehkûmekî wanî navdar bi navê Barabas hebû. Gava ku ew civiyan, Pîlato ji wan re got: Hûn kîjanî dixwazin ku, ez ji we re berdim, Barabas, an Îsa, yê ku jê re Mesîh tête gotin? Ji ber wî zanîbû ku, ji hesûdiyan re Îsa dane dest. Û gava ku Pîlato li ser kursiya dadrês rûniştî bû, jina wî xeber şand û got: Tu tiştekî bi wî mirovê rast ve meke, ji ber ku min îro ji bona wî, di xewnê de gellek tengasî kişand! Lê belê serokên kahînan û kalepîran gel xapandin ku, berdana Barabas û kuştina Îsa bixwazin. Û walî bersiv da û ji wan re got: Hûn ji van herduyan kîjanî dixwazin ku, ez ji we re berdim? Wan jî gotin: Barabas! Pîlato ji wan re got: Ma ez Îsayê ku jê re Mesîh dibêjin, çi bikim? Wan hemûyan gotin: Bila bê xaçkirin! Û Pîlato ji wan re got: Ma wî çi xerabî kiriye? Lê belê wan hîn zêde kirin qêrîn û gotin: Bila bê xaçkirin! Gava Pîlato dît ku, ew nikare qet tiştekî bike, lê belê hîn jî zêde dest bi tevliheviyê dikin, avê rahişt, li ber gel destê xwe şuşt û got: Ez ji xwîna vî mirovê salih bêsûc im; hûn vêya bifikirin! Hemûya gel bersiv dan û gotin: Bila xwîna wî li ser me û li ser zarokên me be! Wê wextê Pîlato Barabas ji wan re serbest berda; lê belê piştî ku Îsa da ber qamçiyan, da wan ku bê xaçkirin. Wê gavê leşkerên walî Îsa girtin hundirê qesrê û hemûya civakê li ser wî civandin. Wî tazî kirin û xeftanekî sor lê kirin. Û tacek ji stiriyan vegirtin, dan serê wî û qamîşek jî dan destê wî yê rastê; li ber wî çok dan, qerfên xwe pê kirin û gotin: Silav, ya qiralê Cihûdan! Tûyî ser wî kirin, qamîş girtin û li serê wî xistin. Û piştî ku qerfên xwe bi wî kirin, xeftan ji wî kirin û kincên wî lêkirin û bona ku xaç bikin, wî birin. Û gava derketin derve, wan zilamekî Kûrêneyî, bi navê Şîmûn ve dîtin; bona ku xaça Îsa bikişîne, wî kirin suxrekar. Gava ew hatin wê derê ku, jê re digotin Golgota; ku tê mana: Hestiyê serî; bona ku vexwe xemr û ziravika tevlihevkirî danê û gava Îsa ew tam kir, nexwest ku vexwe. Piştî ku wan wî xaç kirin, li ser kincên wî vijang avêtin û wan di nava hev de par kirin. Û li wê derê rûniştin û nobedarî li wî kirin. Û nivîsa sûcê wî, danîn ser serê wî: EV QIRALÊ CIHÛDAN ÎSA YE. Wê wextê du rêbir jî bi wî re, hatin xaçkirin; yek li aliyê wî yê rastê û yek jî li aliyê wî yê çepê. Û yên ku ji wê derê ve derbas dibûn, kufrê li wî dikirin, serê xwe ji wî re kil dikirin û digotin: Kanê te Perestgehê xera dikir û di sê rojan de çêdikir! De xwe xelas bike, ger tu Lawê Xwedê yî, ji xaçê ve dakeve jêr! Bi vî awayî serokên kahînan jî, tevî alimên zagonê û kalepîran qerfên xwe bi wî dikirin û digotin: Kesên din xelas kir, nikare xwe xelas bike! Ew Qiralê Îsraêlê ye! Bila niha ji xaçê ve peya be û em ê baweriyê bi wî bînin! Baweriya xwe bi Xwedê anîbû; ger Xwedê ji wî hez dike, bila niha wî xelas bike; ji ber ku wî digot: Ez Lawê Xwedê me! Rêbirên ku tevî wî hatibûn xaçkirin jî ûsa wî biçûk didîtin. Û ji saeta şeşan heta saeta nehan tariyek ket ser hemûya erdê. Û nêzîkî saeta nehan, Îsa bi dengekî bilind kir qêrîn û got: Êlî, Êlî, lama sabaxtanî? Yanê: Xwedayê min, Xwedayê min, ma te çima min berda? Gava hinekên ji yên ku li wir sekinîbûn vêya bihîstin, gotin: Ew bangî Êlyas dike! Û yek ji wan hema bazda, sîngerek anî di sîrkê de dakir, li ser qamîşekê ve kir û da wî ku, vexwe. Lê belê hinekên din gotin: Bihêle, em bibînin, ka dê Êlyas bê û wî xelas bike? Û Îsa, dîsa bi dengekî bilind qêriya û ruh da. Û a vay, perda Perestgehê ji sêrî heta binî çiriya, bû du parî û erd hejiya û zinar qelişîn, gor vebûn û gellek cesedê miriyên pîroz rabûn. Ew ji goran derketin û li pey vejîna Îsa çûn Bajarê Pîroz û ji gellekan re xuya bûn. Gava sersed û yên ku tevî wî nobedariya Îsa dikirin, erdhejînê û ew hemû tiştên qewimî dîtin, gellekî tirsiyan û gotin: Bi rastî ev Lawê Xwedê bû! Û li wê derê gellek jin hebûn ku, ji dûr ve temaşe dikirin; ew ji Celîlê li pey Îsa hatibûn, xizmet ji wî re kiribûn; Meryema Mejdelanî, Meryema diya Aqûp û Yoses û diya lawên Zebedî di nav wan de bûn. Gava bû êvar, mirovekî dewlemend ji Erîmetiyê hat ku, navê wî Ûsiv bû; ew jî ji şagirtên Îsa bû. Ev zilam çû cem Pîlato û cesedê Îsa ji wî xwest. Wê gavê Pîlato destûr da ku, cesed bê dayîn. Ûsiv cesed girt, wê bi cawekî paqij yê ketenî ve pêça û ew danî nava gora xwe, ya ku wî nû di zinarê de kola bû û wî kevirekî mezin gindirand ber derê gorê û çû. Meryema Mejdelanî û Meryema din li wê derê, li hemberî gorê rûniştîbûn. Û roja din ku piştî roja Amadekirinê bû, serokên kahînan û Fêrisiyan li cem Pîlato civiyan û gotin: Efendî, tê bîra me ku, wexta ew xapînok hîn zindî bû, digot: Ez ê piştî sê rojî bivejim. Niha emir bide ku, bila heta roja sisiyan nobedariyê li gorê bikin, nebe ku şagirtên wî bên, wî bidizin û ji gel re bêjin: Ew ji nav miriyan rabûye! Û rêşaşiya paşiyê, ji ya pêşiyê xerabtir be. Pîlato ji wan re got: Leşkerên parêzker yên we hene; herin û mîna ku hûn dizanin, ewledar bikin! Û ew bi leşkerên parezker ve çûn kevir mor kirin û gorê ewledar kirin. Û piştî Sebtê, ber ve roja yekem ya hefteyê de, di dema dest pê kirina berbangê de, Meryema Mejdelanî û Meryema din hatin ku li gorê binihêrin. Û a vay, erdhejîneke mezin bû; ji ber ku milyaketekî Xudan ji ezmanan hate xwarê û hat kevir gindirand û li ser rûnişt. Xuyabûna wî mîna birûskê bû û kincên wî mîna berfa sipî bûn. Nobedar ji tirsa wî lerizîn û bûn mîna miriyan. Û milyaket bersiv da û ji jinan re got: Hûn metirsin! Ji ber ez dizanim ku hûn li Îsayê ku hatibû xaçkirin digerin. Ew ne li vir e; ji ber ku ew rabûye, mîna ku wî gotîbû. Werin, ew cîhê ku Xudan razayîbû, bibînin! Û zû herin, ji şagirtên wî re bêjin: Ew ji nav miriyan rabûye û a vay, ew berî we diçe Celîlê û li wir hûn ê wî bibînin. A vay, min ji we re got! Jin bi tirs û şabûneke mezin hema ji gorê çûn, reviyan ku ji şagirtan re bêjin. Û a vay, di wê demê de Îsa rastî wan hat û got: Silav ji we re! Ew jî nêzîkî wî bûn, xwe avêtin lingên Îsa û ji wî re secde kirin. Wê wextê Îsa ji wan re got: Metirsin; herin û ji birayên min re bêjin ku, bila ew biçin Celîlê û ew ê li wir min bibînin! Wexta ku ew diçûn, a vay, hinek ji leşkerên nobedar hatin bajêr û hemû tiştên bûyî ji serokên kahînan re gotin. Û piştî ku ew tevî kalepîran civiyan û şêwirîn, zehf pere dan leşkeran û gotin: Bêjin, şagirtên wî şev hatin û gava ku em di xew de bûn, ew dizîn. Û ger ev xeber bigihêje guhê walî, em ê wî bixapînin û em nahêlin tu zirar bê we. Wan jî pere girtin û çawa ku ji wan re hatibû hînkirin, kirin. Û ev gotin di nav Cihûdan de heta îroj belav bûye. Lê belê yanzdeh şagirt çûn Celîlê, çiyayê ku Îsa ji wan re gotibû. Û gava ku wan Îsa dîtin, jê re secde kirin; lê belê hinekan şik kirin. Îsa hat cem wan û bi wan re axifî û got: Hemû rayedariya ezman û erdê ji min re hatiye dayîn. Niha hûn herin, hemû neteweyan bikin şagirt û wan bi navê Bav û Law û Ruhê Pîroz ve vaftîz bikin û bi girtina hemû tiştên ku min ji we re emir kirine hînî wan bikin. Û a vay, ez hemûya rojan, heta dawiya dinê bi we re me! Amîn. Destpêka Mizgîniya Lawê Xwedê Îsa Mesîh. Mîna ku di Îşaya peyxamber de hatiye nivîsandin: A vay, ez nûçevanê xwe li ber rûyê te ve dişînim; ew ê rêya te amade bike. Dengê ku ji çolê ve bang dike: Rêya Xudan amade bikin, rêyên wî rast bikin! Û bi vî awayî Yehyayê ku li çolê vaftîzê dikir û bona bexşandina gunehan waza vaftîz a tobê dikir, hat. Hemû gelê Cihûstanê û hemûya Orşelîmiyan dihatin cem wî, li gunehên xwe mukur dihatin û ji aliyê wî ve di Çemê Urdunê de vaftîz dibûn. Yehya pirça devê li xwe kiribû û li pişta wî şûtika çermîn hebû û wî kulî û hungivê bejî dixwar. Û wî waz dida û digot: Li pey min, yê ji min xurttir e tê û ez ne liyaq im ku xwar bibim û benikê pêlavên wî vekim. Min we bi avê ve vaftîz kir, lê belê ew ê we bi Ruhê Pîroz vaftîz bike. Û di wan rojan de wusa bû ku, Îsa ji Celîlê, ji bajarê Nisretê hat û ji aliyê Yehya ve di Çemê Urdunê de vaftîz bû. Û dema ku ji avê derket, wî hema dît ku ezman qelişî û Ruh mîna kevokekê daket ser wî. Û ji ezmanan dengek hat: Tu lawê min ê xoşewîst î, ez ji te razî me! Û Ruh hema ew şand çolê. Û ew çel roj li çolê ma û ji aliyê Îblîs ve hat ceribandin; ew bi heywanên hov re bû û milyaketan jî ji wî re xizmetê dikirin. Li pey girtina Yehya, Îsa bi waz dana Mizgîniya Serweriya Xwedê hat Celîlê û got: Wext temam bû û Serweriya Xwedê nêzîk e. Tobe bikin û bi Mizgînê bawer bikin! Dema ew ji qeraxa Gola Celîlê derbas dibû, wî dît ku Şîmûn û birayê wî Andrêyas tora xwe diavêtin nava golê; ji ber ku ew masîgir bûn. Û Îsa ji wan re got: Li pey min werin û ez ê we bikim nêçîrvanên mirovan! Wan jî hema torên xwe berdan û li pey wî çûn. Û gava ku ew ji wir hinekî pêşve çû, lawê Zebedî Aqûp û birayê wî Yûhena dît; wan di lotkê de torên xwe pîne dikirin. Hema bangî wan kir û wan jî bavên xwe Zebedî, tevî karkeran di lotkê de hiştin û li pey wî çûn. Û ew hatin Kefernahûmê û Îsa roja Sebtê hema ket keniştê û dest bi hînkirinê kir. Û ew bi hînkirina wî pirr ecêb man; ji ber ku wî ne mîna alimên zagonê, lê belê mîna yekî rayedar hînî wan dikir. Û di kenişta wan de zilamekî bi ruhê xerab ve hebû, ew qêriya û got: Ya Îsayê Nisrêtî; tu çi ji me dixwazî? Ma qey tu bona helaq kirina me hatiye? Ez dizanim tu kî yî: Tu Pîrozê Xwedê yî! Lê belê Îsa ew azirand û jê re got: Hiş be û ji wî derkeve! Ruhê xerab jî ew hejand û bi avêtina qêrînên mezin ji wî derket. Hemû jî ewqas şaş û metal man ku, ji hev û din pirsîn û digotin: Ev çî ye? Ma ev çawa hînkariyek nû ye? Ew dikare bi rayedariyê emir bide ruhên xerab û ew jî jê re îtaet dikin! Û nûçeyên di derheqê wî de, hema li her derê Celîlê belav bûn. Gava ku ew ji keniştê derketin, bi Aqûp û Yûhena re hema hatin mala Şîmûn û Andrêyas. Xwesiya Şîmûn, di nava tayê nexweşiyê de radiket û ji bo wê hema ji Îsa re gotin. Ew jî hat û bi destê wê ve girt, rakir; tayê dev ji wê berda û pîrekê ji wan re xizmet kir. Dema bû êvar û roj çû ava, hemû nexweşan û yên bindestê cinan anîn cem wî. Hemû gelên bajêr li ber derî civiya bûn. Îsa gellek kesên cûr bi cûr nexweşiyan ketine, baş kir; gellek cin qewirand û nedihişt ku cin biaxifin; ji ber ku wan wî nas dikir. Sibehê, gellekî berî hilatina rojê Îsa rabû; derket û çû cîhekî tenha, li wir dua kir. Şîmûn û kesên pê re li pey Îsa çûn û gava ku wan wî dîtin, ji wî re gotin: Her kes li te digere! Îsa jî ji wan re got: Em herin bajarên nêzîkî vir ku, ez li wan deran jî wazê bidim; ji ber ku ez ji bo vê yekê hatim! Û di keniştên wan de bi waz dayînê û bi cinan qewirandinê ve li hemûya herêma Celîlê geriya. Û yekî bi cizam hate cem Îsa û li ber wî geriya, çok da û ji wî re got: Ger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî! Dilê Îsa bi wî şewitî û destê xwe dirêjî wî kir, pê da û ji wî re got: Dixwazim, paqij bibe! Û gava ew diaxifî hema cizam jê çû û ew paqij bû. Îsa wî zehf îkaz kir, hema ew şand û ji wî re got: Hay ji xwe hebe, ji tu kesekî re tiştekî nebêje; lê biçe, xwe nîşanî kahîn bide û bona ku ji wan re bibe şahdeyî, ji bo paqij bûna xwe, tiştên ku Mûsa emir kiriye, bide! Lê belê ew derket û dest bi bang kirina gellek tiştan û belavkirina vê gotinê kir, ûsa ku, êdî Îsa nikarîbû bi eşkereyî biketa bajarekî; lê li derve, li derê tenha dima û ji her alî ve dihatin cem wî. Piştî çend rojên din, dema ku ew dîsa vegeriya Kefernahûmê, hat bihîstin ku ew li mal e. Û pirr mirov civiyabûn; wusa ku, êdî li cem derî jî cîhê sekinê nema bû û Îsa gotin ji wan re digot. Û hinek mirov hatin cem wî û kûdek ku ji aliyê çar kesan ve hatibû hilgirtin, anîn. Ji ber ku, ji ber ajaweyê nikarîbûn nêzîkî wî bibin; paşî wan banê xaniyê mala ku ew lê ye vekirin û rakirin, livînê ku yê kûd tê de veketiye daxistin jêr. Lê belê dema ku Îsa baweriya wan dît, ji yê kûd re got: Lawo, gunehên te efû bûn! Lê belê hinek ji alimên zagonê li wir rûniştibûn û di dilên xwe de difikirîn: Ev mirov çima ûsa diaxife? Kufrê dike! Ma ji Xwedê pê ve kî dikare gunehan bibexşîne? Îsa jî hema di ruhê xwe de bi van ramanên wan hesiya û ji wan re got: Çima hûn van tiştan di dilê xwe de difikirin? Ma kîjan hîn hêsan e? Ji yê kûd re gotina: Gunehên te hatin bexşandin, an gotina: Rabe, livînê xwe rake û bimeşe? Lê belê bona hûn bizanibin ku rayedariya Lawê Mirov li rûyê erdê heye ku gunehan bibexşîne; ji yê kûd re got: Ez ji te re dibêjim, rabe, livînê xwe rake û here mala xwe! Û ew jî rabû, hema livînê xwe rakir û li pêş çavên her kesî derket çû; wusa ku, hemû şaş û metal mabûn û ji Xwedê re şikir kirin û gotin: Me tu carî tiştekî ûsa nedîtiye! Û ew dîsa çû qeraxa golê û hemû gel dihatin cem wî, wî jî hînî wan dikir. Dema ku ew derbas dibû, di cîhê bacgirtinê de rûniştî Lêwiyê lawê Alfay dît û ji wî re got: Li pey min were! Ew jî rabû û li pey wî çû. Û wusa bû ku, dema ew di mala wî de li ser sifrê rûniştibû, gellek karmendên bacê bi Îsa û şagirtên wî re li ser sifrê rûniştîbûn; ji ber ku hejmara yên ku li pey wî diçûn gellekî bûn. Û gava alimên zagonê û Fêrisiyan, dîtin ku ew bi gunehkar û bacgirtan re xwarinê dixwe, ji şagirtên wî re gotin: Çima ew bi bacgirt û gunehkaran re dixwe û vedixwe? Dema Îsa vêya bihîst, ji wan re got: Ne yên saxlem, lê yên nexweş hewceyî bijîşk in. Ez ne ji bo banga kesên salih, lê ji bo banga gunehkaran hatim. Şagirtên Yehya û Fêrisiyan rojiyê digirtin û ew hatin cem wî û pirsîn: Şagirtên Yehya û yên Fêrisiyan rojiyê digirin, gelo çima şagirtên te rojiyê nagirin? Îsa jî ji wan re got: Heta ku zava bi wan re be, ma kesên dawetê dikarin ku rojiyê bigirin? Heta ku zava bi wan re be, ew nikarin rojiyê bigirin. Lê belê rojên ku zava ji wan bê stendin dê bên, wê demê, dê ew ê di wan rojan de rojiyê bigirin. Tu kes kincekî kevin, bi perçê cawê nû pîne nake; ya na dê pîna nû ji cawê kevin biqete û cîhê çiriyayî hîn jî xerabtir dibe. Û tu kes xemra nû naxe meşkên kevin; ya na dê xemra nû meşkan biteqîne, xemr jî ziyan dibe, meşk jî; lê xemra nû tenê dikin meşkên nû. Û wusa bû ku, roja Sebtê Îsa di nava zeviya dexlê re derbas dibû. Û dema dimeşiyan, şagirtên wî dest pê kirin, similên genim qetandin. Fêrisiyan ji wî re gotin: Binihêre, çima ew roja Sebtê tiştên ku ne caiz e, dikin? Û Îsa ji wan re got: Ma qey we qet nexwend, dema Dawid û yên pê re birçî û motaj man çi kirin? Di dema Serokkahîn Abiyatar de ew ket mala Xwedê nanên xweşiyê, yên ku xeynî kahînan ji kesên din re ne caiz e, xwar û da kesên bi xwe re jî. Û ji wan re got: Mirov ne ji bo roja Sebtê, roja Sebtê ji bo mirovan hatiye afirandin! Bi vî awayî Lawê Mirov, Xudanê roja Sebtê ye jî. Û ew dîsa ket keniştê. Û li wir zilamekî destê wî hişk bûyi, hebû. Ew jî bona ku Îsa sûcdar bikin, bi gotina, hela dê ew ê roja Sebtê wî baş bike, çavnêrîtiyê lê dikirin. Û Îsa ji mirovê dest hişk re got: Rabe ser pêlan û derkeve navendê! Û wî ji wan re got: Ma roja Sebtê qencî kirin, an xerabî kirin caiz e? Can rizgar kirin, an kuştin? Lê belê ew bêdeng man. Û Îsa bi hêrs li dora xwe nihêrt, ji ber dilhişkbûna wan kesirî û ji zilam re got: Destê xwe dirêj bike! Wî jî dirêj kir û destê wî dîsa bû wekî halê xweyî berê. Fêrisî derketin derve, hema bi Hêrodesiyan re bona ku dê ew ê çawa Îsa bikujin dest bi şêwrê kirin. Îsa tevî şagirtên xwe vekişiya qeraxa golê û ajaweyeke mezin, ji Celîlê li pey wî hat. Û yên ku kirinên wî bihîstibûn, ajaweyeke mezin ji Cihûstanê û ji Orşelîmê û ji Îdomeyê û ji aliyê Urdunê û ji herêma Sûr û Saydayê hatin cem wî. Îsa bona ku di nava ajaweyê de, di tengasiyê de nemîne, ji şagirtên xwe re got ku, bila lotkekê biçûk amade bikin. Ji ber ku wî gellekan qenc dikir, wusa ku, hemûyên xwedî dert bûn, bona ku destê xwe di wî de bidin, bi ser wî ve dihêwirîn. Dema ruhên xerab wî didîtin, xwe li ber wî diavêtin erdê, diqêriyan û digotin: Tu Lawê Xwedê yî! Û wî ji wan re emir dikir ku, bila kîbûna wî eşkere nekin. Îsa derket serê çiyê û yên ku wî dixwestin, bangî cem xwe kir; ew jî hatin cem wî. Û wî donzdeh kes bona ku bi wî re bimînin û wan ji bo wazdayînê bişîne û bona qewirandina cinan rayedar bike hilbijart: Şîmûnê ku navê Pêtrûs dayê û Boanerces, yanê, yên ku navê: Lawên Xurmîna ezmîn daye wan, lawên Zebedî Aqûp û birayê wî Yûhena û Andrêyas, Fîlîpûs, Bartolomeyo, Meta, Tûmas, Aqûpê lawê Alfay, Tadeyos, Şîmûnê Welatparêz û Cihûdayê Îsxeryotî, yê ku Îsa da dest. Û ew çûn malekê û dîsa ajawe civiya, ewqas ku, ew nikarîbûn xwarinê jî bixwin. Dema mirovên wî vêya bihîstin, derketin ku wî bigirin; ji ber ku wan digot: Wî aqilê xwe winda kiriye! Alimên zagonê yên ji Orşelîmê hatibûn, digotin: Di wî de Beelzebûl heye û ew cina bi hêza serokê cinan diqewirîne! Îsa jî wan bangî cem xwe kir û bi wekokan ji wan re got: Ma Îblîs çawa dikare Îblîs biqewirîne? Ger welatek di nava xwe de du parî bûbe, ew welat nikare li ser pêlan bimîne. Û ger malek di nava xwe de du parî bûbe, ew mal nikare li ser pêlan bimîne. Ger Îblîs li dijî xwe rabûbe û bûbe du parî, êdî nikare li ser pêlan bisekine, dibe ku dawiya wî hatibe. Lê belê tu kes nikare têkeve mala yê xurt û mala wî tazî bike; lê belê pêşiyê destên wî girê bide, wê demê dikare mala wî tazî bike. Bi rastî ez ji we re dibêjim: Hemû gunehan û hemû kufrên mirovan dê bêne bexşandin, lê belê her kî ku kufrê li Ruhê Pîroz bike, tu carî nayê bexşandin, lê ew bi gunehê bêdawî ve sûcdar e. Ji ber ku wan digot: Ruhê xerab di wî de heye. Dayik û birayên Îsa hatin li derve sekinîn, xeber şandin û bangî wî kirin. Ajawe li dora wî rûdinişt û ji wî re gotin: A vay, dayik û birayên te li derva ne, li te digerin! Îsa bersiv da wan û got: Ma dayika min û birayên min kî ne? Û li dora xwe, li kesên dora xwe rûniştiye nihêrt û got: A vay, dayika min û birayên min! Ji ber her kî ku xwestina Xwedê bîne cîh, birayê min û xwuşka min û dayika min ew e. Û wî li qeraxa golê, dîsa dest bi hînkirinê kir. Û li dora wî ajaweyek ewqas mezin civiya ku, ew li lotkeya di golê de yî siwar bû û rûnişt û hemû ajaweyî li qeraxa golê, li reşayiyê bûn. Û wî gellek tişt bi wekokan hînî wan dikir û di hînkirina xwe de ji wan re got: Guhdarî bikin! A vay, cotkar derket ku tovê biçîne. Û wusa bû ku, gava wî tov direşand, hinek ketin qeraxa rêgehê û civîkan hatin û ew xwarin. Û hinek ketin nava baxiran, cîhê ku axa wê kêm bû û ji ber ku axa wan ne kûr bû, hema şiv dan. Lê belê dema roj hilat, qemirî û bona ku reha wê tunebû, hişk bû. Û hinek ketin nav histiriyan; histirî mezin bûn û wê xeniqandin û wê berê neda. Û hinek ketin axa qenc, mezin û zêde bûn û ber dan û hinekan sîh, hinekan şêst û hinekan jî sed qat ber dan. Û wî ji wan re got: Yên ku guhê wanî bibihîze hene, bila bibihîze! Dema ew bi tenê ma, tevî Donzdehan yên ku li hawirdora wî bûn, ji bo wekokan jê pirsîn. Wî jî ji wan re got: Razên Serweriya Xwedê ji we re hatine dayîn, lê belê ji kesên li derve ne re, her tişt bi wekokan tê gotin; da ku: Yên dinêrin bila binihêrin û nebînin û yên dibihîzin bila bibihîzin û fêhm nekin, nebe ku vegerin û ji wan re bête bexşandin. Û wî ji wan re got: Ma hûn van wekokan fêhm nakin? Wê çaxê hûn ê hemû wekokan çawa fêhm bikin? Cotkar gotinê diçîne. Li cîhê gotin tête çandin, yên ku li qeraxa rê ew in; dema ku dibihîzin, Îblîs tê û gotina di dilê wan de hatiye çandin radihêje, dibe. Û bi vî awayî yên ku li ser baxiran hatine çandin ew in; gava gotinê dibihîzin hema bi dilşayî wê qebûl dikin, lê belê ji ber ku rehê wan tune, tenê demekê kurt dimînin. Yên ûsa dema ku ji bo gotinê tengasî û zilmê bibînin, hema diçerixin û dikevin. Û yên ku di nav stiriyan de hatine çandin ew in ku; gotinê dibihîzin, lê belê xema vê dinyayê û xapînokiya dewlemendiyê û hewesên wekî din dikevin navê û gotinê dixeniqînin û ew bê ber dimîne. Û yên ku li axa qenc ve hatine çandin ew in ku; gotinê dibihîzin, qebûl dikin û hinek sîh, hinek şêst û hinek jî sed qatî ber didin. Û wî ji wan re got: Ma qendîlê bona xistina bin olçeka zadê, an jî bin livînan tînin? Ma ne ji bo danîna ser şimadankê ye? Ji ber ku ger ne bona kişfbûnê be, tu tiştê veşartî nîne û ger ne bona derkeve ronahiyê be, tiştekî veşartî nîne. Yê ku guhên wî ji bo bihîstinê hene, bila bibihîze! Û wî ji wan re got: Bala xwe bidin tiştên ku hûn dibihîzin. Hûn bi kîjan olçekê bipîvin, bi wê olçekê dê ji we re bê pîvandin û ji we re dê bi ser de bê zêdekirin. Lewma yê kî hebe; dê ji wî re bête dayîn; lê belê yê kî tune be; yê ku pê re ye jî, dê jê bête stendin. Û wî got: Serweriya Xwedê, mîna zilamê ku tovê direşîne axê ye. Dibe şev, radize; dibe roj radibe. Bi xwe ew nizane, lê belê tov şivê dide û pêş ve diçe. Ax bi xwe zad dide; pêşiyê şivê, dawiyê simil, dawiya dawîn jî hebên ku simil tijî dikin dide. Dema zad digihêjin, zilam hema oraxê lê dixe. Ji ber ku dema çinandina zad hatiye. Û wî got: Em Serweriya Xwedê mîna çi bişibînin, an jî em bi wekokek çawa li ber we daynin? Mîna hebek xerdelê ye ku, dema tête çandin, her çiqas li rûyê erdê, di nava hemû tovan de ya herî biçûk be jî, paşî çandinê digihêje û hemû nebatan hîn jî mezintir dibe; guliyê mezin berdide; ûsa ku, civîkên li ezmîn dikarin di bin siya wê de bi cîh bin. Û wî gotinê bi gellek wekokên mîna vêya bi axaftinekî gel jê fêhm bike, dianî ziman. Û bêyî wekokan ji wan re nedigot; lê belê dema ku bi şagirtên xwe re tenê dima, her tiştî ji wan re eşkere dikir. Wê rojê, dema bû êvar, wî ji wan re got: Em derbasî aliyê din bibin! Wan jî ajawe berdan û wî bi lotka ku ew tê de ye birin; bi wî re lotkên din jî hebûn. Û bahozeke mezin teqiya û şepêl ûsa êrîşî lotkê dikirin ku, êdî lotke tijî dibû. Ew jî, li aliyê paşê lotkê bû û li ser balîfekê radiket. Wan, wî hişyar kirin û jê re gotin: Mamoste, ma xema te bi helaqbûna me nîne? Ew jî rabû, bi bahozê ve xeyidî, ji golê re got: Hiş be, bisekine! Ba daket û benderayeke mezin çêbû. Û wî ji wan re got: Ma çima hûn ûsa tirsonek in? Ma hîn baweriya we nîne? Ew jî bi tirsekî mezin tirsiyan û ji hev û din re gotin: Ma ev kî ye ku, him bahoz û him jî gol jê re îtaet dikin? Û ew hatin aliyê dinî golê, welatê Girasîniyan. Gava ku Îsa ji lotkê derket, zilamekî ruhê wî yê mindar heye, hema ji goran derket û çû pêrgîniya wî. Cîhê ku ew lê rûdinişt di nav goran de bû û tu kesî nikarîbû ku wî bi zincîran jî girê bide; ji ber ku pirr caran ew bi qeyd û zincîran ve hatibû girêdan, lê belê wî zincîran şikestandibû û qeydan perçe kiribû û tu kesî nikarîbû ku wî zeft bikira. Û ew her tim şev û roj li serê çiyan û di nava goristanê de diqêriya û xwe bi keviran birîndar dikir. Dema ku wî ji dûr ve Îsa dît, baz da û ji wî re secde kir û bi dengekî bilind qêriya û got: Ya Îsa, Lawê Xwedayê Bilind, ma te çi ji min e? Ez bi heqê Xwedê sondê didim te; ezabê li min meke! Ji ber ku wî jê re gotibû: Ya ruhê xerab; ji vî zilamî derkeve! Û jê pirsî: Navê te çî ye? Û wî bersiv da û got: Navê min Lejyon e, ji ber ku em gellek in! Û bona ku ew wan ji wê herêmê dernexe, ew pirr li ber wî geriya. Li wir, li qeraxa çiya, keriyek beraza ya mezin diçêriya. Û hemû cin li ber wî geriyan û gotin: Me bişîne van berazan, em têkevin wan! Îsa jî destûr da wan. Ruhên xerab jî derketin û ketin berazan û ew keriyê ku qasî du hezarî bû, ji kendala kûr, ber bi golê ve hate avêtin û di golê de fetisîn. Û şivanê berazan reviyan û li bajar û gundan, nûçeyê belav kirin. Û ew jî ji bo dîtina tiştên ku bûye hatin. Û ew hatin cem Îsa, dînê ku berê lejyonek cinan tê de bû, hiş li serî, kinc lêkirî û ew rûniştî dîtin û tirsiyan. Û yên ku bûyerê dîtibûn, têgihandina tiştên ku hatiye serê zilamê bi cin û di derheqê berazan de, ji gel re kirin. Û bona ku ew ji herêma wan here, dest pê kirin û li ber wî geriyan. Û dema ku ew ket lotkê, zilamê ku berê bindestiyê cinan bû, li ber wî geriya ku bi wî re bimîne. Lê belê Îsa nehişt û ji wî re got: Vegere mala xwe, cem yên xwe û hemû tiştên ku Xudan bo te kir û çawa merhametê li te kir, ji wan re bibêje! Ew jî çû, li herêma Dêkapolîsê, dest pê kir û Îsa bona wî her çi kiribû, belav kir û her kes ecêb dima. Dema ku Îsa bi lotkê dîsa derbasî aliyê din bû, ajaweyek mezin li dora wî civiya û ew jî li qeraxa golê bû. Û a vay, yekî ji serokên keniştê ku navê wî Yaîros bû hat, dema wî ew dît, xwe avêt lingên wî û ew pirr li ber wî geriya û got: Keçika min ya biçûk li ber mirinê ye; were û destê xwe deyne ser, da ku, ew baş bibe û bijî! Û ew jî bi wî re çû û ajaweyeke mezin li pey wî diçû û hawirdor lê teng dikirin. Û li wir, pîrekek donzdeh sal e ku xwîn jê diçe hebû û ji destê gellek hekîman zehf kişandibû, hemû hebûna xwe xerc kiribû û baş nebûbû; lê belê hîn jî xerabtir bûbû. Gava wê tiştên ku di derheqê Îsa de hatine gotin bihîst, di nava ajawê de ji paş ve hat û dest da kincên wî. Ji ber ku wê digot: Ger ez tenê destê xwe li kincên wî xim, ez ê xelas bibim! Û hema çavkaniya xwîna wê ziwa bû û pîrekê jî di kûrbûna bedena xwe de hês kir ku, ji wê keserê xelas bû. Îsa hema fêhm kir ku hêzek ji wî çû û di nava ajawê de vegeriya û got: Ma kî destê xwe li kincên min xist? Şagirtên wî jî, jê re gotin: Tu dibînî ku ajawe dor li te teng kiriye, dîsa jî tu dibêjî: Kî destê xwe li kincên min xist? Û ew bona ku kesê vêya kiriye bibîne, li dora xwe nihêrt. Pîrekê jî wergera di xwe de dizanîbû; bi tirs lerizî û hat, xwe avêt lingên wî û hemû rastiyê ji wî re got. Lê belê wî ji wê re got: Keça min, baweriya te, te xelas kir, bi xweşiyê here û ji êşa xwe qenc bibe! Hîn Îsa diaxifî, zilaman ji mala serokê keniştê ve hatin û gotin: Keça te mir, êdî tu çima Mamoste bêaram dikî? Lê belê gava Îsa, gotina ku hate gotin bihîst, ji serokê keniştê re got: Metirse, tenê bawer bike! Û wî nehişt ku xeynî Pêtrûs û Aqûp û birayê Aqûp Yûhena kes li pey wî herin. Û gava ku ew hate mala serokê keniştê, yên ku bi gale gal digirîn û diqêrin dîtin. Gava ew ket hundir, ji wan re got: Çima hûn dikin qêrîn û digirîn? Zarok nemiriye, lê radikeve! Lê ew jî, gellekî bi wî dikeniyan. Lê belê paşî ku wî bi xwe hemûyan derxistin derve, dayik û bavê zarokê û kesên bi wî re ne girt û çû ket cîhê ku zarok lê ye. Bi destê zarokê girt û jê re got: Talîta kûmî! ku wergera wê: Keçikê, ez ji te re dibêjim: Rabe! ye. Keçik jî hema rabû û geriya; ji ber ku ew donzdeh salî bû. Û ew gellek şaş û metal man. Û wî ji wan re, bila vêya kes nizanibe û baş li wan emir kir û got ku, bila tiştekî xwarinê bidin keçikê. Û ew ji wir derket û hat welatê xwe û şagirtên wî jî li pey wî çûn. Dema bû roja Sebtê, li keniştê dest bi hînkirinê kir; gellekan wî bihîstin, şaş man û gotin: Ev tiştan ji vî zilamî re ji ku derê ne? Zaniyariya ku ji wî re hatiye dayîn, gelo çî ye? Ma ev karên bi qudret yên ku bi destên wî ve çêdibin, çine? Ma ev ne xeratê lawê Meryem û birayê Aqûp û Yose û Cihûda û Şîmûn e? Ma xwuşkên wî ne li vir, li cem me ne? Û di wî de tilpekî bûn. Îsa jî ji wan re got: Peyxamberekî, xeynî welatê xwe, li nav mirovê xwe û ji mala xwe pê ve, li cîhekî din ne bêrûmet e! Û li wê derê hêz neanî ku karê bi qudret bike, sirf destên xwe danî ser çend nexweşan û wan qenc kirin. Bi bêbaweriya wan ve şaş ma. Û ew li gundên dorê digeriya û hîn dikir. Û wî bangî Donzdehan kir û dest pê kir, wan dudo bi dudo şand û rayedariya qewirandina ruhên xerab da wan. Û wî emir da wan ku, bona rêwîtiyê xeynî çoyekê tiştekî bi xwe re nebin; divê ne nan, ne kîs, ne jî di nava şûtikê xwe de pere bi xwe re bibin; lê belê ji wan re got ku bila çarixan bikin lingê xwe û du kirasan li xwe mekin. Û wî ji wan re got: Her li ku derê ku hûn bikevin malekê, heta ku hûn ji wir derkevin, li wê derê bimînin. Her ku der we qebûl neke û we guhdarî nekin, dema hûn ji wir derkevin, toza bin lingên xwe, bona ku ji wan re bibe şahdeyî, dawişînin! Bi rastî ez ji we re dibêjim: Di roja daraziyê de dê rewşa welatê Sodom û Gomorayê ji ya wî bajarî çêtir bibe! Ew jî derketin û bona ku mirov tobe bikin, waz dan. Û wan gellek cin diqewirandin û gellek nexweşan, rûn li wan didan û baş dikirin. Qiral Hêrodês jî bihîst; ji ber ku namdariya wî belavî her derê bûbû û hinekan digotin: Ev Yehyayê vaftîzkar e ku ji nav miriyan rabûye; ji ber vê yekê di wî de keramet tên kirin! Lê hinekên din digotin: Ew Êlyas e û hinekên din jî digotin: Mîna peyxamberên din peyxamberek e. Lê belê dema Hêrodês vêya bihîst, got: Yehyayê ku serê wî jêkirime, ji nav miriyan vejiyaye! Ji ber ku Hêrodês bi xwe, bona Hêrodiya jina Fîlîpoyê birayê xwe zilam şandibû û Yehya girtibû, girêdabû û avêtibû zindanê; ji ber ku ew bi wê pirekê re zewicîbû. Ji ber ku Yehya ji Hêrodês re gotibû: Zewaca te û jinbira te ne caiz e! Hêrodiya jî bo vê yekê gir bi wî ve girêdabû; dixwest wî bikuje, lê belê wê nikarîbû bikira. Ji ber ku Hêrodês zanîbû Yehya mirovek rast û pîroz e; ji wî ditirsiya û ew diparêst. Dema ku wî guhdarî dikir, pirr şaş dima û bi dilşahî wî guhdarî dikir. Di roja bûyîna Hêrodês de, dema roja munasib ya ku ji zilamên xwe yî mezin re, serpêlan re û ji kesên pêşhatiyên Celîlê re ziyafetê dide hat, dema keça Hêrodiyayê ket hundir û reqisî, ew rewş li xweşiya Hêrodês û yên ku pê re li ser sifrê rûniştine re çû û qiral ji keçikê re got: Bixwaze ji min, tu çi bixwaze ez ê bidim te! Û wî ji wê re sond xwar: Tu ji min her çi bixwazî, heta nêviyê qiraletiya xwe, ez ê bidim te! Ew jî derket û çû ji diya xwe re got: Ez çi bixwazim? Diya wê got: Serê Yehyayê vaftîzkar bixwaze! Û ew hema bi lez çû cem qiral û daxwaza xwe ji wî re got: Ez dixwazim ku tu niha serê Yehyayê vaftîzkar li ser sêniyekê bidî min! Qiral zehf xemgîn bû; lê belê ji ber sondê û yên ku bi wî re li sifrê rûniştîbûn, nexwest keçikê red bike. Û qiral hema ji leşkeran yekî şand û emir da ku serê wî bîne. Ew jî çû di zîndanê de serê wî jê kir û serê wî li ser sêniyekê anî û ew da keçikê û keçikê jî ew da diya xwe. Û dema ku şagirtên Yehya vêya bihîstin, hatin û meytê wî girtin û kirin gorekê. Û şagirt li cem Îsa civiyan û hemû tiştên ku kiribûn û hîn kiribûn ji wî re gotin. Wî jî ji wan re got: Hûn bi tena serê xwe werin cîhekî tenha û hinekî rawestin! Ji ber yên ku dihatin û diçûn pirr bûn, ûsa ku, wan wext nedidît xwarinê bixwin. Û ew bi lotkê, bi tena serê xwe çûn cîhekî tenha. Gellek kesên ku çûna wan dîtin, wan nas kirin û ji hemû bajaran, bi peyatî ketin rê û berî wan gîhîştin wî cîhî. Û dema Îsa peya bû, ajaweyeke mezin dît û dilê wî bi wan şewitî, ji ber ku ew mîna mihên bê şivan bûn û ji wan re dest bi hînkirina gellek tiştan kir. Û ji ber ku wext pirr dereng bû, şagirtên wî hatin cem wî û jê re gotin: Ev der cîhekî tenha ye û wext jî dereng e; wan berde ku, bila herin çewlîg û gundên der û dorê, ji xwe re xwarinê bistînin. Lê belê wî bersiv da û ji wan re got: Hûn xwarinê bidin wan! Û wan ji wî re gotin: Ma em herin bi du sed dînarî nan bistînin û bi wan bidin xwarin? Wî jî ji wan re got: Çend nanê we hene? Herin û lê binihêrin! Û gava ku wan fêhm kirin, gotin: Pênc nan û du masiyê me hene. Û wî emir da wan ku, hemû kom bi kom li ser giyayê hêşîn rûnin. Û ew jî bi sedan û bi pênciyan, kom bi kom rûniştin. Û wî pênc nan û du masî rahişt li ezmanan nihêrt, dua şikiryê kir û nan parî kir û ji bo di nava gel de par bikin, da şagirtên xwe; herdu masiyan jî di nava hemûyan de par kir. Û hemûyan xwarin û têr bûn. Ji perçeyan û ji masiyan donzdeh zembîl tijî hildan. Û hejmara yên ku ji wan nanan xwarin, pênc hezar mêr bûn. Heta ku ew gel berde, bona hema li lotkê siwar bibin û berî wî derbasî aliyê din, Beytsaydayê bibin, zorê da şagirtên xwe. Û piştî ku wî xatir ji wan xwest, bona dua kirinê çû çiyê. Û dema bû êvar, lotke di nava golê de bû û ew jî tena serê xwe li reşayiyê bû. Û wî dît ku, ew di bêrkişandinê de di tengasiyê de ne; ji ber ku ba li dijî wan bû. Û ber bi sibê ew li ser golê meşiya û nêzîkî wan hat û wî xwest ku ji wan derbas bibe. Lê belê wan dema ku dîtin ew li ser golê dimeşe, gotin qey ew xeyaletek e û qêriyan. Ji ber ku hemûyan wî dîtin û ketin şaşwaziyê. Lê belê wî hema bangî wan kir û got: Cesûr bin; ez im, metirsin! Û ew li cem wan, li lotkê siwar bû û ba sekinî. Û ew di nav xwe de gellek şaş bûn. Lewma wan bi karê nanan fêhm nekiribûn; ji ber ku dilê wan hişk bûbû. Dema ku ew derbasî aliyê din bûn, li Cenasêrtê derketin reşayiyê û lotke girê dan. Dema ku ew ji lotkê derketin, gel hema wî nas kir û hemû hawirdorê herêmê bi bazdan geriyan; cîhê ku Îsa lêbû bihîstin; dest pê kirin û nexweşan li ser livînan birin wê derê. Û li gund, li bajaran, an jî li çewlîgan, biketa her ku derê, nexweşan dixistin qadan û bona ku tenê destê xwe bi dawa kincên wî bixin, li ber wî digeriyan. Û hemûyên ku destê xwe lê dixistin, baş dibûn. Fêrisî û hinek alimên zagonê, yên ku ji Orşelîmê hatibûn, li dora wî civiyan û dîtin ku hinek şagirtên wî bi destên gemarî, yanê, neşuştî nan dixwin. Ji ber ku Fêrisî û hemû Cihûd li gor kevneşopiya bav û kalên xwe, heta ku destên xwe baş neşon, xwarinê naxwin. Û dema ji sûkê jî bên bêşuştin xwarinê naxwin. Û wekî din, di derheqê şuştina kase û şerbik û firaxên sifir de gellek kevneşopên din jî hene ku, bi cîh anînê wan qebûl kirine. Fêrisiyan û alimên zagonê ji wî pirsîn: Çima şagirtên te li gor kevneşopa kalan nameşin û bi destê gemarî nan dixwin? Lê belê wî bersiv da û ji wan re got: Îşaya li ser we durûyan qenc peyxamberîtî kiriye! Mîna ku hatiye nivîsîn: Ev gel bi lêvên xwe min dihesibîne, lê belê dilên wan ji min dûr e. Û wekî talîmatê emirên mirovan didin hînkirinê û bi berhewayî bi min re diperistin. Ji ber ku hûn dev ji emrê Xwedê berdidin û bi kevneşopa mirovan digirin. Û wî ji wan re got: Hûn çi xweş dikarin bona ajotina kevneşopa xwe, emrê Xwedê red bikin! Ji ber ku Mûsa gotiye: Ji bavê xwe û dayika xwe re hurmetê bike! Û: Yê ku kufrê li dayik û bavê xwe bike, bila muheqeq bê kuştin! Lê belê hûn dibêjin: Ger zilamek ji dayika xwe re an jî ji bavê xwe re bibêje: Tiştê ku ji aliyê min ji te re bibe fêde qurban e, yanê, hatiye nezirkirin, êdî hûn nahêlin ku ji bo dayika xwe an jî bavê xwe tu tiştî bike. Bi vî awayî hûn vê kevneşopa xwe ji nifşan digihînin nifşan û gotina Xwedê radikin. Û hûn pirr tiştên mîna vêya çêdikin. Û wî dîsa gel bangî cem xwe kir û ji wan re got: Hûn hemû min guhdarî bikin û fêhm bikin! Tu tiştek nîne ku ji derve bikeve hundirê mirov û wî gemarî bike; lê belê tiştên ku mirov gemarî dikin, yên ji hundirê mirov ve derdikevin in. Ger guhên kesekî ji bo bihîstinê hebin, bila bibihîze! Û dema ew ji ajaweyê veqetiya û vegeriya malê, şagirtên wî mana wekokê ji wî pirsîn. Wî jî ji wan re got: Ma hûn jî wusa fêhmkor in? Ma qey hûn fêhm nakin, her çi tiştê ku ji derve bikeve hundirê mirov, nikare wî gemarî bike? Ji ber ku ew naçe dilê wî, lê belê diçe mahdê wî û ji wir diçe derve. Wî bi vê gotina, hemû xwarinan paqij kir. Û wî got: Yên ku mirov gemarî dike, tiştên ku ji hundirê mirov ve derdikevin in. Ji ber ku, ji hundir, ji dilê mirovan ve, fikrên xerab, bê exlaqî, dizî, kuştin, zîna, timayî, xerabî, hîle, sefahet, çavnebarî, çêr, quretî û bêaqilî, derdikeve. Hemûyên van tiştên xerab ji hundir ve derdikevin û mirov gemarî dikin. Ew ji wir rabû û çû herêma Sûr û Saydayê; ket malekê û nexwest ku tu kes bi vêya bizanibe û hêz neanî ku xwe veşêre. Lê belê pîrekek ku di keçika wê de ruhê xerab heye, di derheqê Îsa de agahiyê stend û hema hat û xwe avêt lingên wî. Ev pîrek Grekî bû û ji nîjada Fênîkiya Sûriyê bû. Bona cin ji qîza wê biqewirîne, li ber wî geriya. Îsa ji wê re got: Berde, bila pêşiyê zarok têr bibin! Ji ber ne rast e ku mirov nanê zarokan bigire û bavêje ber kûçikan! Pîrekê jî bersiv da û ji wî re got: Belê, ya Xudan, lê kûçik jî li binya sifrê kurtêlê ber zarokan dixwin! Û wî ji wê re got: Ji ber vê gotinê here, cin ji keçika te derketiye! Û pîrek çû mala xwe dît ku cin jê derketiye û keçik di nava livînan de raketiye. Dîsa ji herêma Sûrê derket, di nav Saydayê û di nava herêma Dêkapolîsê de derbas bû û hat gola Celîlê. Yekî kerr û lal anîn cem wî û bona destê xwe deyne ser, li ber wî geriyan. Wî jî ew girt cîhekî ji ajawê cihêtir e û tiliyên xwe xist guhê zilam û tû kir û destê xwe li zimanê wî xist. Dawiyê li ezman nihêrt û axîn kişand û jê re: Effata! Yanê: Vebe! got. Û hema guhên wî vebûn û zimanê wî vebû û bi avahiyek xweş dest bi axaftinê kir. Wî bona ku ji kesekî re nebêjin, emir li wan kir; lê belê her çiqas wî bi zêdeyî emir li wan dikir, wan ewqas zêde bang dikirin. Û ew gellek ecêb diman û digotin: Wî her tiştî baş kir; him guhên kerran vedike, him jî lalan diaxifîne! Di wan rojan de dîsa gava ajaweyek mezin çêbû û ji ber ku tiştekî wanî xwarinê nemabû, Îsa bangî şagirtên xwe kir û ji wan re got: Ez li ber gel dikevim, ji ber niha ev sê roj e ku bi min re ne û tu tiştekî wanî xwarinê nîne. Ger ez wan bi birçîtî bişînim malên wan, ew ê di rê de bikevin; ji ber ku hin kes ji wan ji rêya dûr hatine. Û şagirtên wî bersiv dan wî: Li vir, li cîhê tenha, dê mirov vana bi nan ji ku derê ve bikaribe têr bike? Û wî ji wan pirsî: Çend nanê we hene? Û wan gotin: Heft. Wî emir da gel ku li erdê rûnin û pişt re heft nanî rahişt, şikir kir û ew parî kir, bona belav kirinê da şagirtên xwe û wan jî danîn ber gel. Çend masiyê wanî biçûk jî hebûn û piştî wî dua şikiryê kir, got ku bila ew vana jî deynin ber wan. Wan xwarin û têrbûn; heft zembîl tijî ji kurtêlên bermayî hildan. Hejmara yên ku xwarin, qasî çar hezar kesî bû û wî ew berdan. Û hema bi şagirtên xwe re li lotkê siwar bû û derbasî aliyê Dalmanûtayê bû. Fêrisî hatin û bi Îsa re dest bi guftegoyê kirin; bona ku wî biceribînin, ji wî xwestin ku elametek ji ezman rê wan bide. Wî jî ji dil ve axînek kişand û got: Ma ev nifşe çima elametekê digere? Bi rastî ez ji we re dibêjim: Dê tu elametî ji vê nifşêya re neyê dayîn! Û wî wan berda û dîsa li lotkê siwar bû û derbasî aliyê dinî golê bû. Û wan ji bîr kiribûn ku bi xwe re nan bistînin û di lotkê de, li cem wan tenê nanek hebû. Îsa jî emir li wan kir û got: Xwe biparêzin, ji havêna Fêrisiyan û havêna Hêrodês ve birevin! Û ew di nav xwe de axifîn û gotin: Ji ber ku nanê me tune! Îsa bi vê dizanîbû û ji wan re got: Çima hûn dibêjin nanê me tune û diaxifin? Ma hûn hîn aqil nagehînin û fêhm nakin? Ma dilê we hişk bûye? Çavên we hene, ma hûn nabînin? Guhên we hene, ma hûn nabihîzin? Ma nayê bîra we, dema min pênc nanî di nava pênc hezar kesî de par kir, we çend zembîl kurtêl berhev kirin? Wan jî ji wî re gotin: Donzdeh! Dema min heft nanî di nava çar hezar kesî de par kir, we çend zembîl tijî kurtêl berhev kirin? Wan jî gotin: Heft! Û wî ji wan re got: Ma hûn hîn fêhm nakin? Û ew hatin Beytsaydayê û zilamekî kor anîn cem wî û ji bo bi destê xwe lêxe li ber wî geriyan. Û wî bi destê yê kor ve girt û wî derxist derveyî gund û gava tû çavên wî kir, destê xwe da ser û jê re pirsî: Ma tu tiştekî dibînî? Wî li jor nihêrt û got: Mirovan dibînim, ji ber ku tiştên mîna daran dimeşin, dibijêrim! Paşê dîsa destê xwe danî ser çavên wî; wî çavên xwe vekir, bi baldarî nihêrt; baş bû û hemû tiştan zelal dît. Îsa jî ew şand mala wî û ji wî re got: Mekeve nav gund, di gund de jî ji kesekî re nebêje! Û Îsa bi şagirtên xwe re çû gundên Qeyseriya Fîlîposê û di rê de ji şagirtên xwe re pirsî û ji wan re got: Li gor gotina gel ez kî me? Wan jî bersiv dan û gotin: Dibêjin Yehyayê vaftîzkar e, hinek dibêjin Êlyas, hinekên din jî dibêjin, ji peyxamberan yek e. Wî jî ji wan re got: Lê hûn, hûn dibêjin ez kî me? Pêtrûs bersiva wî da û jê re got: Tu Mesîh î! Û wî emir da wan ku di derheqê wî de tiştekî ji kesî re nebêjin. Û wî destpêkir û hînkirina, hewcedariya, divê Lawê Mirov gellekî êş bikişîne, ji aliyê kalepîran, serokkahînan û alimên zagonê ve bête red kirin, bête kuştin û piştî sê rojî biveje, ji wan re kir. Û wî ev gotin bi eşkeretî digot. Li ser vêya Pêtrûs wî kişand aliyekî, dest pê kir û wî azirand. Lê belê ew vegeriya û li şagirtên xwe nihêrt, Pêtrûs azirand û got: Ji ber min vekişe Îblîs! Ji ber ku tu ne tiştên Xwedê, lê tiştên mirovan difikirî! Îsa gel bi şagirtên xwe re bangî cem xwe kir û ji wan re got: Yê ku dixwaze li pey min bê, bila xwe înkar bike û bila xaça xwe hilgire û li pey min bê! Ji ber, yê ku bixwaze canê xwe xelas bike, dê ew ê wê winda bike; lê belê yê ku canê xwe di oxra min û Mizgîniyê de winda bike, dê ew ê wê xelas bike. Ji ber ku ger mirovek hemûya dinê qezenc bike û canê xwe winda bike, dê çi feyda wê ji wî re bibe? Ji ber ku ma mirov, dikare çi ji bo canê xwe bide? Ji ber ku di nava vê nifşeya zînekar û gunehkar de, kî ji min û ji gotinên min şerm bike, Lawê Mirov jî, dema di mezinahiya Bavê xwe de, bi milyaketên pîroz ve bê, dê ji wî kesî şerm bike. Û wî ji wan re got: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Di nava kesên li vir disekinin de, hin kes hene, berî ku bi qudret hatina Serweriya Xwedê nebînin, dê mirinê qet tam nekin! Paşî şeş rojan Îsa, Pêtrûs û Aqûp û Yûhena girt cem xwe û ji yên din cihê derxist çiyayekî bilind. Û li ber wan xuyabûniya wî hat guhertin. Kincên wî rewnaq û pirr spî bûn; li rûyê erdê tu kesên kincan dişon nikarîbû ew wusa spî bikira. Û di wê demê de Êlyas û Mûsa ji wan re xuya bûn û ew bi Îsa re diaxifîn. Û Pêtrûs bersiv da Îsa û jê re got: Rebbî, hebûna me ya vir çi qenc bû! Em sê çardaxan ava bikin; yek ji te re û yek ji Mûsa re û yek jî ji Êlyas re! Ji ber ku wî nizanîbû dê çi bibêje; ji ber ku zehf tirsiyabûn. Di vê demê de ewrek hat û wan xist bin siya xwe û dengek ji ewr hat: Lawê minî xoşewîst ev e; wî guhdarî bikin! got. Ji nişka ve li dora xwe nihêrtin, lê xeynî Îsa êdî tu kesekî li cem xwe nedîtin. Dema ku ji çiya dadiketin, wî emir li wan kir ku tiştên dîtine, heta ku Lawê Mirov ji nav miriyan ranebe, ji kesekî re nebêjin. Wan jî vê gotinê di nav hev de veşartin û gelo ji nav miriyan vejîn çî ye, ji hev û din dipirsiyan. Û wan ji wî pirsîn û gotin: Çima alimên zagonê dibêjin, dê pêşiyê Êlyas bê? Wî jî ji wan re got: Ma bi gotina; bi rastî pêşiyê Êlyas tê û her tiştî datîne cîhê wê û dê gellek tiştan bikişîne û biçûk bête dîtin, çawa di derheqê Lawê Mirov de hatiye nivîsandin? Lê belê ez ji we re dibêjim: Him Êlyas hat û him jî mîna tiştên ku di derheqê wî de hatiye nivîsîn, çi ku wan xwest bi wî kirin. Dema ew hatin cem şagirtan, dîtin ku ajaweyek mezin li dora wan civiyaye û hinek alimên zagonê bi wan re ketine guftegoyê. Û dema ku hemûya ajaweyê wî dîtin, gellek ecêb man û bi lez çûn cem û silavê dan wî. Û wî ji alimên zagonê pirsî: Ma hûn bi wan re ketine guftegoya çi? Û yekî ji gel bersiva wî da û got: Mamoste, min lawê xwe ji te re anî, yê ku ruhekî wî yê bêziman heye; ruh wî li her ku derê bigire, wî li erdê dixe, ew ji devê xwe kefê davêje û diranê xwe diqîrçîne û hişk dibe. Ji şagirtên te re gotim, ruh derxinin; lê belê wan nikaribûn! Wî jî bersiv da wan û got: Ya nifşeya bê bawerî! Ez ê heta kengê bi we re bimînim? Heta kengê ez ê li we sebir bikim? Wî bînin cem min! Û ew ji wî re anîn û gava ku ruh wî dît, hema lawik bi quwet lerizand û ew ket erdê, ji devê xwe kefan weşand û hol bû. Îsa ji bavê wî re pirsî: Ji kengê ve ev hal hatiye serê wî? Wî jî got: Ji zaroktiyê ve. Û ji bona ku wî bikuje, pirr caran ew him avêt nava agir û him jî nava avê; lê belê ger tiştekî ji destê te bê, dilovanî û alîkariyê ji me re bike! Îsa ji wî re got: Ger ji destê min bê? Ji bo yê bawer bike her tişt dibe! Bavê lawik hema qêriya û bi hêstirên çavan got: Ez bawer dikim, ya Xudan, alîkariyê ji bêbaweriya min re bike! Îsa jî gava ku dît gel bi lezîn tê, ruhê xerab azirand û jê re got: Ez emir didim te, ruhê lal û kerr, ji wî derkeve û êdî carek din nekeve wî! Ruh jî qêriya, wî bi hêz lerizand û derket; lawik bû mîna miriyan; ûsa ku, gellekan digotin: Ew mir! Lê belê Îsa bi destê wî girt, rakir û lawik rabû. Piştî ku Îsa ket malê, şagirtên wî bi xisûsiyetê jê pirsîn: Çima me nikarîbû ku wî derxînin? Ji wan re got: Yên bi vî cûreyî ji dua û rojiyê pê ve bi tiştekî din nayên qewirandin. Ew ji wir çûn û ji nav Celîlê re derbas bûn û Îsa nedixwest ku kes bi vêya bizane. Ji ber ku wî ders dida şagirtên xwe û ji wan re digot: Dê Lawê Mirov bidin destê mirovan û dê wî bikujin û sê rojî li pey kuştina xwe, ew dê biveje. Lê belê wan vê gotinê fêhm nekirin û ditirsiyan ku ji wî bipirsin. Û ew hat Kefernahûmê û gava ku li malê bû, ji wan re pirsî: Guftegoya di rê de di nava we de bû, çi bû? Lê ew bêdeng man; ji ber ku di rê de, di nava xwe de guftegoya, kî herî mezin e, kiribûn. Piştî ku ew rûnişt, bangî Donzdehan kir û ji wan re got: Ger kesek bixwaze bibe yê yekemîn, dê ew ê bibe yê dawîn û xizmetkarê her kesî. Û wî zarokek girt û di nav wan de da sekinandin; dawiyê wî himbêz kir û ji wan re got: Her kesê ku zaroyekê wiha bi navê min qebûl bike, ew min qebûl dike û her kesê ku min qebûl dike, ne min, lê yê ku ez şandime qebûl dike. Yûhena ji wî re got: Mamoste, me yekî bi navê te cinan diqewirand dîtin û em ji wî re bûn asteng, ji ber ku ew li pey me nedihat. Lê belê Îsa got: Ji wî re nebin asteng; ji ber kesek tune ye ku bi navê min kerametekê bike û hema ji bo min xerabî bibêje. Ji ber yê ku ne li dijî me be, ji aliyê me ye. Ji ber ku bi rastî ez ji we re dibêjim: Bona ku hûn yên Mesîh in, her kesê ku qedehek av bi we de, ew ê xelata xwe qet winda nake. Lê belê her kî ku yekî ji van biçûkên baweriyê bi min tînin, tilpekî bike, ji wî re çêtir e ku kevirekî mezin yê aşê bi histuyê wî ve daliqînin û wî bavêjin behrê. Ger destê te, te têxe gunehê, wî jêke, ji bo te bêdest gihaştina jiyanê, bi hebûna du destî çûna dojehê û agirê ku qet venamire qenctir e. Li wê derê kurmê wê namire û agir jî venamire. Ger lingê te, te têxe gunehê, wî jêke! Ji bo te bi lingekî ketina jiyanê, bi du lingî avêtina dojehê qenctir e. Li wê derê kurmê wê namire û agir jî venamire. Ger çavê te, te têxe gunehê, wî derxîne! Ji bo te bi çavekî çûna te yî Serweriya Xwedê, bi du çavî ve avêtina te yî dojehê çêtir e. Li wê derê kurmê wê namire û agir jî venamire. Ji ber ku, mîna her qurban bi xwê ve tête xwê kirin, dê her kes bi agir ve bête xwê kirin. Xwê qenc e; lê belê ger xwê xwêybûna xwe winda bike, hûn ê bi çi tamê bidin wê? Bila di we de xwê hebe û pev re li ser xweşiyê bin! Û ew ji wir rabû û hat sînorên Cihûstanê û aliyê dinî çemê Urdunê. Dîsa ajawe li dora wî civiyabûn û wî li ser adeta xwe dîsa hînî wan dikir. Û Fêrisiyan hatin cem wî û bona wî biceribînin, jê pirsîn: Ma jin berdana zilamekî caiz e? Wî jî bersiv da û ji wan re got: Mûsa çi emir da we? Wan jî gotin: Mûsa bona nivîsandina kaxeza berdanê û berdana pîrekê destûrê daye. Lê belê Îsa bersiv da û ji wan re got: Wî ji ber dilhişkiya we vî emrî ji we re nivîsand. Lê belê Xwedê di destpêka afirandinê de ew nêr û mê afirandin. Ji ber vê yekê dê zilam dayik û bavê xwe berde û bi pîreka xwe ve bê girêdan û herdu jî bibin bedenek; ûsa ku, êdî ew ne dudu ne, lê bedenek in. Niha, yên ku Xwedê gihandiye hev, bila mirov veneqetîne! Şagirtan li malê, di derheqê vê babetê de dîsa ji wî pirsîn. Û wî ji wan re got: Kî ku pîreka xwe berde û bi yeka din re bizewice, li dijî wê zînayê dike. Û ger pîrekek mêrê xwe berde û bi yekî din re bizevice, zînayê dike. Û wan zarok dianîn cem wî ku ew destên xwe li wan bixe, lê şagirtan yên ku wan dianîn azirandin. Dema Îsa vêya dît; hêrs bû û ji wan re got: Berdin, bila zarok werin cem min; ji wan re nebin asteng! Ji ber ku Serweriya Xwedê ji yên mîna vana re ye! Bi rastî ez ji we re dibêjim: Yê ku Serweriya Xwedê mîna zarokekî qebûl meke, tu carî nikare bikeve wê! Û wî zarok himbêz kir, destê xwe danî ser wan û wan pîroz kir. Dema derket rê, yekî bi bazdan hate cem wî û li ber wî çok da û jê pirsî: Mamosteyê qenc, bona ez jiyana bêdawî bi mêrasî bistînim, gelo ez çi bikim? Îsa jî ji wî re got: Ma çima tu ji min re dibêjî qenc? Xeynî yekî tu kes ne qenc e, ew jî Xwedê ye! Tu bi emiran dizanî: Mekuje! Zinê meke! Diziyê meke! Bi derewî şahdeyiyê meke! Heqê kesekî nexwe! Hurmetê ji dayik û bavê xwe re bike! Lê wî got: Mamoste, min vana hemû ji ciwantiya xwe ve, heta niha anîne cîh. Îsa li wî nihêrt û jê hez kir û jê re got: Tiştekî te kêm e! Here, çiyî te heye bifiroşe, bide xizanan û bi vî awayî dê li ezmanan xezîneya te bibe û were, xaçê hilgire û li pey min bimeşe! Lê belê li ser vê gotinê wecê zilam daliqî û bi keser çû; ji ber ku gellek malê wî hebû. Îsa li dora xwe nihêrt û ji şagirtên xwe re got: Çiqas zehmet e ku yên dewlemend bikevin Serweriya Xwedê! Şagirtan bi gotinên wî şaş man. Lê belê Îsa dîsa ji wan re got: Zarokno, çiqas bi zehmet e yên ku hêviya xwe bi dewlemendiyê ve girêdane, bikevin Serweriya Xwedê! Derbasbûna devê ji qula derziyê, ji ketina kesên dewlemend a Serweriya Xwedê hêsantir e. Ew zehf ecêb man û ji hev û din re gotin: Wê çaxê dê kî xelas bibe? Îsa li wan nihêrt û got: Li ba mirovan ev nabe, lê belê ne li ba Xwedê! Ji ber ku li ba Xwedê her tişt dibe. Pêtrûs dest pê kir û ji wî re got: A vay; me her tiştî berda û li pey te hatin! Îsa bersiv da û got: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Tu kes nîne ku, bona min û Mizgîniyê mal, an bira, an xwuşk, an dayik, an bav, an zarok, an jî erdên xwe berde, niha, di vê demê de, tevî zilma ku bikişîne sed qatî zêdetir mal û bira û xwuşk û dayik û zarok û erd û di dema bê de jiyana bêdawî nestîne. Lê belê pirr kesên yekemîn dê bibin dawîn û pirr kesên dawîn jî dê bibin yekemîn. Ew di rê de diçûn Orşelîmê; Îsa ji pêşiya wan ve diçû û şagirtên wî ecêb diman; yên ku li pey wî diçûn jî ditirsiyan. Wî dîsa Donzdehan girt cem xwe û dest bi gotina tiştên ku dê bêne serê xwe kir: A vay, em diçin Orşelîmê; Lawê Mirov dê bidin destê serokên kahînan û alimên zagonê; ew jî, dê ceza mirinê bidin wî û wî bidin destê neteweyan; ew ê henekê xwe pê bikin û tifî ser wî bikin û wî qamçî bikin û bikujin û ew ê piştî sê rojî dê dîsa biveje. Lawên Zebedî Aqûp û Yûhena nêzîkî wî bûn û gotin: Mamoste, xwestinek me heye, em dixwazin ku tu vêya ji bo me bikî! Wî ji wan re got: Hûn çi dixwazin ku ez bona we bikim? Wan jî jê re gotin: Ji me re bibexşîne, di bilindiya te de, yek ji me li rastê te û yek ji me li çepê te bila rûnên! Îsa jî ji wan re got: Hûn nizanin ku hûn çi dixwazin. Ma hûn dikarin kaseya ku ez jê vedixwim, vexwin? Û hûn dikarin bi vaftîzbûna ku ez ê pê bêm vaftîzkirin, vaftîz bibin? Wan jê re gotin: Em dikarin! Îsa ji wan re got: Kaseya ku ez jê vexwim, hûn ê vexwin û bi vaftîzbûna ku ez pê bêm vaftîzkirin, hûn ê vaftîz bibin; lê belê hiştina rûniştina we yî li çep û rastê min, ne di destê min de ye; lê ev ji bo kî hatibe amadekirin; ji bo wan e. Û dema deh şagirt vêya bihîstin, dest pê kirin bi Aqûp û Yûhena re xeyidîn. Îsa wan bangî cem xwe kir û ji wan re got: Hûn dizanin ku, di nav netewan de yên serok tên dîtin, serweriyê li wan dikin û kesên pêş ve tên jî li ser wan hukumdariyê dajon. Lê belê dê di nava we de ûsa nebe; kesê ku di nava we de dixwaze bibe mezin, bila bibe xizmetkarê we û kesê ku di nava we de dixwaze bibe yekemîn, bila bibe xulamê hemûyan. Ji ber ku Lawê Mirov jî ne bona ku jê re xizmet bête kirin, lê bona xizmetê bike û canê xwe di oxra gellekan de bi berdêl bide, hat. Û ew hatin Êrîhayê. Û dema Îsa û şagirtên xwe, bi ajaweyeke mezin ji Êrîhayê ve derket, parsekek kor, bi navê lawê Tîmay, Bar-Tîmeyo li qeraxa rêgehê rûniştî bû. Û dema ku wî bihîst Îsayê Nisretî derbas dibe, dest pê kir qêriya û got: Ya Lawê Dawid Îsa, li min were rehmê! Gellek kesan bona ku hiş bibe, wî azirandin; lê belê ew hîn zêde qêriya û bang kir: Ya Lawê Dawid, li min were rehmê! Îsa jî sekinî û got: Bangî wî bikin! Û wan bangî zilamê kor kirin û jê re gotin: Xwezî ji te re, bangî te dike! Wî jî eba xwe avêt, hol bû û hate cem Îsa. Îsa destpêkir û ji wî pirsî: Ma tu çi dixwazî ku, ez ji bo te bikim? Yê kor jî jê re got: Rabbûnî, bila çavên min bibînin! Îsa jî ji wî re got: Here, baweriya te, tu xelas kirî! Û hema çavên wî dîtin û di rê de, li pey Îsa çû. Û dema ew nêzîkî Orşelîmê bûn û hatin herêma li qeraxa Çiyayê Zeytûnê Bêytfacê û Beytanyayê, wî du şagirtên xwe şand û ji wan re got: Herin gundê hemberî xwe. Dema ku hûn bikevinê, hûn ê dehşikekî hîn kesek lê siwar nebûye, girêdayî bibînin; wê vekin û ji min re bînin! Ger yek ji we re: Hûn çima vêya dikin? bibêje. Hûn jî bibêjin: Hewceyiya Xudan ji vêya re heye û dê wê hema şunda bişîne vira! Ew çûn û li ser rê, dehşika li ber deriyê xaniyekî girêdayî dîtin û ew vekirin. Hin kesên li wir gotin: Hûn çi dikin, ma hûn çima dehşikê vedikin? Şagirtan jî mîna ku Îsa gotibû, ji wan re gotin û wan kesan dev ji wan berdan. Û wan dehşikê ji Îsa re anîn û kincên xwe li ser raxistin û ew li ser siwar bû. Gellekan kincên xwe, hinekan jî guliyên ji zeviyan jê kiribûn raxistin ser rê. Kesên li pêşiyê diçûn û yên li paş ve dihatin diqêriyan û digotin: Hozanna! Yê di navê Xudan de tê pîroz e! Bila pîroz be Serweriya bapîrê me Dawid, ya ku di navê Xudan de tê! Li herî bilindahiyan Hozanna! Îsa ket Orşelîmê û çû Perestgehê. Û piştî ku her alî ji ber çavan ve derbas kir, ji ber ku wexta êvarê bû, bi Donzdehan ve çû Beytanyayê. Û dotira rojê, dema ku ji Beytanyayê derketin, ew birçî bû. Û dema ku wî darek hêjîra peldayî ji dûr ve dît, got dibe ku ez hêjîran li ser wê bibînim û çû wê derê. Û dema ku ew hate cem, ji bilî pelan tiştekî nedît; ji ber ku ne demsala hêjîran bû. Îsa bersiv da û ji wê re got: Bila êdî abadîn tu kes ji te mêwe nexwe! Şagirtên wî jî vêya bihîstin. Û ew hatin Orşelîmê; Îsa kete Perestgehê û destpêkir û firoşkar û girtiyarên ku di Perestgehê de bûn avête derve û maseyên perehurkêran û kursiyên kevokfiroşan gêr kirin. Û wî nehişt ku, tu kes firaqekî di nav Perestgehê de derbas bike. Û wî hîn kir û ji wan re got: Ma ji mala min re; dê mala duayê ji bo hemû netewan bê gotin, nehatiye nivîsîn? Lê belê we ew kiriye geha rêbiran! Serokên kahînan û alimên zagonê vêya bihîstin û bona kuştina wî li rêyekê geriyan; lê ji wî ditirsiyan; ji ber ku hemûya gel li ser hînkirina wî ecêb dima. Û dema ku bû êvar, ew ji bajêr derketin. Û serê sibê, dema ew ji cem ve derbas dibûn; dara hêjîrê ji rehê wê ve hişk bûyî dîtin. Û Pêtrûs di bîra xwe de anî û ji wî re got: Rebbî binihêre, dara hêjîrê ku te lê naletê anî, hişk bûye! Îsa jî bersiv da û ji wan re got: Bila baweriya we bi Xwedê hebe. Bi rastî ez ji we re dibêjim: Kî ji vî çiyayî re bêje: Rabe û xwe bavêje behrê û di dilê xwe de bê şuphe bawer bibe ku dê xwestina wî bibe, dê jê re bibe. Ji bo vêya ez ji we re dibêjim: Her tiştên ku we bi duê ve xwestiye, bawer bikin ku we wê stendiye û dê ji we re bibe! Û dema ku hûn radibin û dua dikin, ger giliyek we li dijî yekî hebe, wî bibexşînin ku, Bavê we yî li ezmanan jî bila sûcên we bibexşîne. Lê belê ger hûn nebexşînin, Bavê we yî li ezmanan jî sûcên we nabexşîne. Dîsa hatin Orşelîmê. Û dema Îsa di Perestgehê de digeriya serokên kahînan, alimên zagonê û kalepîran hatin cem wî û jê re gotin: Tu van tiştan bi kîjan rayedariyê dikî? An jî rayedariya kirina vana kî da te? Îsa jî ji wan re got: Ez ê jî tiştekî ji we bipirsim; bersivê bidin min, ez ê jî, ka van tiştan bi çi rayedariyê dikim ji we re bêjim. Ma vaftîza Yehya ji ezmanan bû, an ji mirovan bû? Bersivê bidin min! Ew jî di nava xwe de fikirîn û gotin: Ger em bêjin ji ezmanan e, ew ê bêje, wê çaxê çima hûn bi wî bawer nebûn? Lê belê ger em bêjin: Ji mirovan e – ji gel ve ditirsiyan; ji ber ku hemûyan Yehya, bi rastî peyxamber dihesiband. Û bersiva Îsa dan û jê re gotin: Em nizanin! Îsa jî ji wan re got: Ez jî ji we re nabêjim ku, ka ez van tiştan bi kîjan rayedariyê dikim! Û wî bi wekokan ji wan re dest bi gotinê kir: Zilamekî rez danî û dora wê çeper kir û kortikekê kola û qûleyek çêkir. Û wê bi kirê da rezvanan û çû welatekî din. Û wexta demsala wê hat, wî kolekî şand bona tiriyê para xwe ketiye bistîne. Û rezvanan ew girtin, lê dan û destvala şandin. Û wî dîsa koleyekî din ji wan re şand; lê belê wan serê wî şikand û heqaret li wî kirin û şandin. Wî yekî din şand, ew jî kuştin û wekî din hîn gellekên din şandin; li hinekan xistin, hinek jî kuştin. Lawekî wî yê xoşewîst jî hebû; dawiyê lawê xwe ji wan re şand û got: Dê ew ê ji lawê min re hurmetê bikin! Lê belê rezvanan ji hev û din re gotin: Mêrasxwer ev e! Werin, em wî bikujin, dê mêras bibe ya me! Û wan bi wî girtin, kuştin û avêtin derveyî rezê. Niha, dê xwediyê rezê çi bike? Ew ê bê, rezvanan helaq bike û rez bide kesên din! Ma we vê Nivîsa jî qey nexwendine? Kevirê ku çêkeran nexwest, bû kevirê serê quncikê. Ev ji aliyê Xudan ve çêbû û ew di çavên me de karekî nûwaze ye. Û wan xwestin ku wî bigirin, lê belê ji gel ve tirsiyan; ji ber wan fêhm kirin ku ew di vê wekoka de qala wan dike. Û wan wî berdan û çûn. Û bona ku wî bi gotinên wî bixînin dafikê, hin kesên Fêrisî û alîgirê Hêrodês şandin cem wî. Ew hatin û jê re gotin: Mamoste, em dizanin ku, tu mirovekî rast î û tu di nava mirovan de bê bijartin û bê veqetandin, rêya Xwedê bi duristî hîn dikî, ji ber ku tu li rûyê mirovan nanihêrî. Ma caiz e ku em bacê bidin Qeyser an na? Ma divê em bidin, an nedin? Lê belê Îsa bi durûyitiya wan dizanîbû û ji wan re got: Ma hûn çima min diceribînin? Ka dînarekî ji min re bînin ku ez bibînim! Wan jî anîn. Wî ji wan re got: Ev sûret û ev nivîs yê kî ye? Wan gotin: Yê Qeyser in! Îsa ji wan re got: Tiştên Qeyser bidin Qeyser û tiştên Xwedê bidin Xwedê! Û ew li wî ecêb man. Sadûqiyên ku digotin vejîn nîne, hatin cem wî û jê pirsîn û gotin: Ya Mamoste, Mûsa ji me re nivîsiye ku: Ger birayê zilamekî bimire, pîreka xwe bî bihêle û zarok nehêle, bila birayê wî pîreka wî bistîne û nifşeya wî bajo. Heft bira hebûn. Yê pêşîn pîrekek girt û zarok nehişt û mir. Yê duduyan wê pîrekê girt, ew jî nebû xwedî zarok û mir û yê sisêyan jî wusa bû. Û her heftan jî wê girtin û bê zarok mirin. Paşî hemûyan pîrek jî mir. Di vejînê de, ger ew bivejin, dê pîrek bibe ya kîjanî? Ji ber ku her heft jî bi wê re zewicîn. Îsa jî ji wan re got: Hûn ne Nivîsên Pîroz, ne jî Hêza Xwedê dizanin, ma sedema şaşbûna we ne ev e? Ji ber ku dema ew ji mirinê ve bivejin ne dizevicin, ne jî tên zewicandin; lê mîna milyaketên ezman in. Lê belê ger em bên vejîna miriyan; di Pirtûka Mûsa de, di birra deviyê de Xwedê ji wî re: Ez Xwedayê Birahîm û Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûp im gotiye, qey we nexwendin? Ew ne yê miriyan, lê Xwedayê zindiyan e; hûn gellekî ji rê derketine. Gava alimekî zagonê guftegoya wan guhdarî dikir û dît ku wî bersivek xweş da wan; ber bi wî hat û jê pirsî: Di nav hemû emiran de ya yekemîn kîjan e? Îsa bersiv da wî: Ya yekemîn ev e: Bibihîze, ya Îsraêl! Xudan Xwedayê me, Xudanê yek e. Û ji Xudan, Xwedayê xwe, bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe, bi hemû ramanê xwe û bi hemû hêza xwe hez bike! Ya duwemîn jî ev e: Ji cîranê xwe mîna xwe hez bike! Ji vana mezintir, emirek din tune. Alimê zagonê ji wî re got: Te qenc got Mamoste! Te bi gotina xwe yî: Xwedê yek e û xeynî wî yekî din nîne, rast got. Û bi hemû dil û bi hemû feraset û bi hemû hêzê ji wî hez kirin û hez kirina cînarê xwe mîna xwe, ji hemû pêşkêşiyên şewitandinê û ji hemû qurbanan zêdetir e! Gava Îsa dît ku wî bersivek bi baqilî da, jê re got: Tu ji Serweriya Xwedê ne dûr î! Êdî kesî newêribû ku ji wî bipirse. Dema Îsa di Perestgehê de hîn dikir, dest pê kir û got: Çawa dibe ku alimên zagonê dibêjin; Mesîh Lawê Dawid e? Dawid bi xwe ji Ruhê Pîroz ve gotiye: Xudan ji Xudanê min re got: Heta ku ez neyarên te ji lingên te re pêlik deynim; li rastê min rûne! Dawid bi xwe ji wî re dibêje: Xudan; ma ew çawa dibe Lawê Dawid? Û ajaweya mezin, bi kêfxweşî li wî guhdarî dikirin. Dema hînkirinê wî got: Xwe ji alimên zagonê biparêzin, yên ku hez dikin bi kincên dirêj bigerin, di qadan de silav li wan bê kirin û di keniştan de li kursiyên pêş û di dawetan de li cîhên jorîn rûnin. Ew malên jinebiyan dadiqurtînin û bona nîşandanê bi dûdirêjî dua dikin; hukumê wan dê hîn jî girantir be. Îsa li hemberî xeznê rûniştibû û gelên ku pere davêjin qutîkê temaşe dikir. Gellek kesên dewlemend, pirr avêtinê. Pîrekek bî ya xizan hat, du perê paxirî, qasî yek manqerî bi qîmet avêtê. Îsa şagirtên xwe bangî cem xwe kir û ji wan re got: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Vê pîreka bî ya xizan ji her kesî zêdetir pere avêt qutîkê. Ji ber ku wan hemûyan, zêdeyiya ji ber dewlemendiya wan maye avêtinê; lê belê vê pîreka ji xizaniya xwe, hebûn û tunebûna xwe, bona jiyana wê çi di dest de bû, hemû avêtê. Û dema ew ji Perestgehê derket, şagirtekî wî jê re got: Mamoste, binihêre, kevirên bi çi celebî û xaniyên bi çi şiklî! Îsa jî ji wî re got: Tu van xaniyên mezin dibînî? Dê li vir, kevir li ser kevir nemîne ku, neyê helweşandin! Û dema ew li Çiyayê Zeytûnê, li hemberê Perestgehê rûniştibû, Pêtrûs û Aqûp û Yûhena û Andrêyas, bi taybetî ji wî pirsîn: Ji me re bibêje, ev tiştana dê kengê bibin? Û elametê çêbûna hemû van tiştana dê çi be? Îsa jî ji wan re dest bi gotinê kir: Xwe biparêzin ku, bila tu kes we ji rê dernexe! Gellekan dê bi navê min bên û bibêjin: Ez ew im! û gellek kesî ji rê derxinin. Dema hûn galegala şer û nûçeyên şer bibihîzin, metirsin! Divê vana bibin, lê belê ev hîn dawî nîne. Ji ber ku dê netew li dijî netewê û welat li dijî welatê rabin û cîh bi cîh zelzele bibin û dê xela çêbibe. Vana destpêka êşan in. Lê belê hûn li xwe miqate bin! Ji ber ku dê ew we bidin dadgehan, li keniştan dê li we xin û bona min, bona ku ji wan re bibe şahdeyî hûn ê li ber walî û qiralan bêne sekinandin. Û divê pêşiyê Mizgînî ji hemû netewan re bê waz kirin. Dema we bigirin û bidin dadgehan ji pêşiyê xemê mekin ku hûn ê çi bibêjin; lê belê di wê demê de çi ji we re bê dayîn, wê bibêjin! Ji ber ku yê diaxife ne hûn in, lê Ruhê Pîroz e. Bira birayê xwe û bav lawê xwe dê bide mirinê û dê zarok li dijî dayik û bavên xwe serî hildin û wan bidin kuştinê. Ji ber navê min dê her kes ji we bikerihe. Lê belê yê heta dawiyê li berxwe bide, ew ê xelas bibe. Û dema we dîtin, tiştê mekrûh yê ku xerab dike li cîhê ku ne liyaq e sekiniye, (yê ku dixwîne, bila fêhm bike) wê çaxê yên ku li Cihûstanê ne, bila birevin çiyayan. Û yê ku li ser xanî ye, bona tiştekî ji mala xwe bigire, bila danekeve jêr û mekeve hundir. Û yê ku li zeviyê be, bona eba xwe bigire, bila şunde venegere. Wey li serê yên ku di wan rojan de bi ducan in û dimêjînin! Dua bikin ku, bila ev di zivistanê de nebe. Ji ber ku dê di wan rojan de ewqas tengasî bibe ku; tengasiya mîna wê, ji destpêkê ve, gava Xwedê dinya afirandiye û heta niha çênebûye û ne jî dê çêbibe. Ger Xudan wan rojan kurt nekiriba, tu kes dê xelas nebûya; lê belê ji bo xatirê kesên bijartî yên ku wî ew bijartine, wî wan rojan kurt kiriye. Ger wê demê yek ji we re bibêje: A vay, Mesîh li vir e! An jî: A vay, li wir e! Pê bawer nebin. Ji ber ku dê Mesîhên derewîn û peyxamberên derewîn derkevin û keramet û mucîzetan bikin; ger mimkun be, dê yên hatine bijartin jî ji rê derxînin. Lê belê hûn miqate bin! A vay, min her tiştî ji pêşiyê ve ji we re got. Lê belê di wan rojan de, li pey wê tengasiyê: Dê roj tarî bibe, heyv ronahiya xwe nade, stêrk dê ji ezmên ve bikevin û qudretên li ezman in dê bihejin. Wê demê dê hatina Lawê Mirov bi hêz û bilindiyek mezin di nav ewran de bibînin. Û wê demê dê ew milyaketên xwe bişîne û kesên ku wî bijartine, ji aliyê erdê heta aliyê ezmên, ji çar bayî bicivîne. Lê belê ji darê hêjîrê ve hînî methelokê bibin: Dema guliyê wê binermije û pelên xwe bajo, hûn fêhm dikin ku, havîn nêz e. Bi vî awayî, dema ku hûn jî çêbûna van bûyeran bibînin, bizanibin ku, ew nêz e, li ber derî ye. Bi rastî ez ji we re dibêjim: Heta ku ev tiştana hemû nebin, ev nifşe derbas nabe. Erd û ezman dê ji navendê rabin, lê belê gotinên min ranabin. Lê belê di derheqê wê rojê an wê saetê de, ne milyaketên li ezman, ne jî Law, xeynî Bav kesek bi tiştekî nizane. Bala xwe bidinê, hişyar bin û dua bikin! Ji ber ku hûn nikarin bizanibin ku ew wext dê kengê bê. Ev, mîna rewşa zilamekî ku derdikeve rêwîtiyê ye. Dema ji mala xwe vediqete, rayedariyê dide dîlên xwe û kar jî dide her yekî û emira hişyarmayînê jî dide notirvanê ber derî. Bi vî awayî, hişyar bimînin! Ji ber ku hûn nizanin ku dê efendiyê malê kengê were, êvarê, nîvê şevê, dema dîk biure, an jî berbi sibehê. Nebe ku ji nişka ve were û we di xewê de bibîne! Ez çi ji we re bibêjim, ji her kesî re dibêjim: Hişyar bimînin! Piştî du rojî dê biba Cejna Fisihê û Nanê Bêhavên. Serokên kahînan û alimên zagonê lêkolînê dikirin ku ka dê çawa ew bi hîle wî bigirin û bikujin. Lê belê wan digot: Bila di cejnê de nebe, da ku, bila di nava gel de tevlihevî dernekeve! Dema Îsa li Beytanyayê, di mala Şîmûnê bi cizam de li sifrê rûniştî bû, pîrekek hate û di firaqeke ji mermerê spî de rûnê nardînê ya xalis, ya pirr bi qîmet anî; wê firaqê şikand û ew li ser serê wî de rijand. Hinek ji hundirê xwe ve xeyidîn û gotin: Ma çima ev rûna hat destbelavî kirin? Ji ber ku ev rûn ji sê sed dînarî zêdetir karîbû bihata firotin û dikarîbûn bidana xizanan. Û li dijî pîrekê gotin. Lê belê Îsa got: Pîrekê rehet berdin! Çima hûn wê diêşînin? Bona min wê tiştekî qenc kir. Ji ber ku xizan her tim li cem we ne û kengê hûn bixwazin, dikarin alîkariyê bi wan re bikin; lê belê ez ê her tim ne li cem we bim. Pîrek tiştên ku ji dest ve hat kir û wê bedena min bona binerd kirinê ji pêşî ve bi rûn kir. Bi rastî ez ji we re dibêjim: Ev Mizgînî li ku derê dinê bê waz kirin, dê kirina vê pîrekê jî bona bîranîna wê bê gotin. Û ji Donzdehan Cihûdayê Îsxeryotî, bona destdana Îsa çû cem serokên kahînan. Wan jî dema ku vêya bihîstin, kêfxweş bûn û wad kirin ku dê pere bidin wî. Ew jî di gera, dema fersend bê ka dê çawa Îsa bide dest de bû. Di roja pêşîn ya Cejna Nanê Bêhavên de ku qurbana Fisihê tê serjêkirin, şagirtên wî ji wî re gotin: Bona ku xwarina Fisihê bixwî, tu dixwazî em herin li ku amadekariyê bikin? Îsa du şagirtên xwe şand û ji wan re got: Herin bajêr û li wir dê zilamek kuzê avê dikişîne derkeve pêşiya we; li pey wî herin û ji xwediyê mala ku zilam bikevê re bibêjin: Mamoste dibêje ku: Ez ê bi şagirtên xwe re xwarina Fisihê bixwim, ka oda min ya mêvanan li ku derê ye? Dê ew ê li qatê jorîn odeyek mezin raxistî û amade rêyî we bide; li wir, bona me amadekariyê bikin. Şagirtên wî jî derketin rê û hatin bajêr û mîna ku wî ji wan re gotiye dîtin û wan Fisihê amade kirin. Dema bû êvar, Îsa bi Donzdehan re hat. Û dema ku li ser sifrê rûniştibûn û xwarinê dixwarin wî got: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Yekî ku bi min re xwarinê dixwe, yekî ji we, dê min bide dest! Ew jî bi keserî yek bi yek ji wî re dest bi pirsê kirin: Ma ez im? gotin. Lê belê wî bersiv da û ji wan re got: Ji Donzdehan yek, yê ku nanê xwe bi min re di miqilkê de noq dike ye! Bi rastî jî, Lawê Mirov mîna ku bo wî hatiye nivîsandin diçe, lê belê wey li serê wî zilamî ku Lawê Mirov bi navgîniya wî bi dest ve tête dayîn! Ew zilam qet nebûya, bona wî dê qenctir biba! Û dema ku wan xwarin dixwar, Îsa nan rahişt, dua şikiryê kir û ew şikand, da wan û got: Bigirin, bixwin! Ev bedena min e. Û kaseyek rahişt, şikir kir û da wan û hemûyan jî ji wê vexwarin. Û wî ji wan re got: Ev xwîna min e; ya Peymana nû, ya ku bona gellekan tê rijandinê ye. Bi rastî ez ji we re dibêjim: Heta roja ku ez di Serweriya Xwedê de ji ya nû vexwim, êdî carek din ji dexlê mêwê venaxwim. Û piştî ku wan qesîdeyek xwendin, derketin Çiyayê Zeytûnê. Û Îsa ji wan re got: Hûn ê îşev hemû biçerixin û bikevin, ji ber ku hatiye nivîsîn: Ez ê li şivan bixim û dê mîh belav bibin. Lê belê piştî vejîna min, ez ê berî we biçim Celîlê. Lê belê Pêtrûs ji wî re got: Her kes biçerixe û bikeve jî ez nakevim! Îsa jî ji wî re got: Bi rastî ez ji te re dibêjim: Îroj, îşev, berî du carî dîk biure tuyê min sê carî înkar bikî! Lê belê Pêtrûs bi tundî got: Ger divê ku ez bi te re bimirim jî, ez tu car te înkar nakim! Hemûyan jî bi vî awayî gotin. Û ew hatin cîhekî ku navê wê Gêtşêmanî ye. Îsa ji şagirtên xwe re got: Heta ku ez dua bikim, hûn li vir rûnin! Û wî Pêtrûs, Aqûp û Yûhena bi xwe re birin û kete toqînê û gellekî tengezar bû. Ji wan re got: Canê min di dereca mirinê de pirr bi keser e; li vir bisekinin û hişyar bimînin! Hinekî pêş ve çû, li ser rû xwe avêt erdê û bi gotina; ger mimkun be, ev saet jê derbas bibe, dua kir. Û wî got: Abba Bavo, bona te her tişt mimkun e, vê kasê ji min dûr bixe! Lê belê bila ne xwestina min, bila xwestina te bibe! Û hat û wan di xew de dît û ji Pêtrûs re got: Şîmûn, ma tu radikevî? Ma tu hema saetekî jî nikarîbû hişyar bimaya? Hişyar bisekinin û dua bikin ku, hûn neyên ceribandin. Ruh bi daxwaz e, lê belê beden bêhêz e. Û ew dîsa çû, bi eynî gotinan dua kir. Û gava ew cardin vegeriya û dîsa wan di xew de dît; ji ber ku çavên wan giran bûn û nizanîbûn ku dê çi bersivê bidin wî. Û ew cara sisiyan vegeriya cem wan û ji wan re got: Êdî rakevin û rehet bikin. Bes e! Saet hat. A vay, Lawê Mirov didin destê gunehkaran. Rabin, em herin! A vay, yê min daye dest nêzîk bû. Û ew hîn diaxifî, Cihûdayê ku yekî ji nava Donzdehan bû, hema xuya bû û tevî wî ajaweyek ku ji aliyê serokên kahînan, alimên zagonê û kalepîran ve hatibû şandin bi dar û şûran hatin. Lê belê yê ku ew dabû dest, nîşanek dabû wan û gotibû: Ez kî ramûsim, ew e; wî bigirin û bi ewledariyê wî bibin! Gava ku ew hat, hema ber bi Îsa çû û got: Rebbî, Rebbî! û wî ramûsa. Wan dest avêtin ser wî û bi wî girtin. Lê belê yekî ji kesên ku li cem wî sekinîbûn, şûrê xwe kişand û li koleyê Serokkahîn xist û guhê wî jêkir. Îsa bersiv da û ji wan re got: Mîna ku li pey rêbirekî bin, ma hûn bi şûr û daran hatin ku min bigirin? Ez her roj li Perestgehê di nav we de bûm, min hîn dikir û we ez negirtim. Lê belê ev, bona ku nivîs bêne cîh çêdibe! Û hemûyan Îsa berdan û reviyan. Xortekî ku bi cawê kitanê bedena xwe ya tazî pêçabû, li pey wî diçû û zilamên ciwan bi wî girtin. Lê belê wî, cawê kitanê hişt û tazî ji ber wan reviya. Îsa birin cem Serokkahîn û hemû serokên kahînan û kalepîran û alimên zagonê li wir civiyan. Pêtrûs, heta nava hewşa Serokkahîn ji dûr ve li pey wî çû û di hewşê de, bi nobedaran re, li cem agir rûnişt û dest bi germbûnê kir. Lê belê hemûya Civata Netewî û serokên kahînan, bona ceza mirinê bidin Îsa ji xwe re li şahdeyan digeriyan û nedidîtin. Ji ber ku gellek kesî li dijî wî bi derewan şahdeyî kirin, lê belê şahdeyiya wan hev û din nedigirt. Hinek kes rabûn û bi derewan li dijî wî şahdeyiyê kirin û gotin: Me gotina wî yî: Vê Perestgeha ku bi destan ve hatiye avakirin, ez ê xera bikim û di sê rojî de yekî din, ya ku bi destan ve çênebûyî ava bikim bihîst. Lê belê çawa ku wusa bû jî, şahdeyiya wan hev û din negirt. Serokkahîn rabû, derket navendê, ji Îsa pirsî û got: Ma qey tu qet bersivê nadî? Çî ye şahdeyiya vana ku li dijî te dikin? Lê belê ew bêdeng ma û qet bersivê neda. Serokkahîn dîsa pirsî û ji wî re got: Ma Lawê Yê Pîroz, Mesîh tu yî? Îsa jî got: Ez im! Û hûn ê rûniştina Lawê Mirov li aliyê rastê yê Qudretê û hatina wî yî bi ewrên ezmên ve bibînin! Serokkahîn kincê xwe çirand û got: Êdî çi motajiya me ji şahdeyan re heye? We kufrê bihîstin, hûn çi dibêjin? Bi gotina, wî ceza mirinê li xwe heq kiriye, hemûyan daraziya xwe dan. Hin kesan dest bi tû kirina ser wî, bi çavgirêdan û kulmikkirina wî kirin û jê re digotin: Ka peyxambertiyê bike! Nobedaran wî girtin û sîleyan lê xistin. Dema Pêtrûs li jêr, li hewşê bû, keçikekî ji xizmetkarên Serokkahîn hat. Û gava ku wê Pêtrûsê germ dibe dît, li wî nihêrt û got: Tu jî bi Îsayê Nisretî re bû! Lê belê wî vêya înkar kir û got: Tu qala çi dike ez nizanim û fêhm jî nakim! Û ew derket ber deriyê ji derve û dîk uriya. Gava keçika xizmetkar wî dîsa dît, ji yên ku disekinin re dest bi gotina: Ev ji wan e! kir. Lê belê wî dîsa înkar kir. Kesên li dorê sekinîbûn, piştî demekê din dîsa ji Pêtrûs re gotin: Bi rastî tu ji wan î! Ji ber ku tu jî ji Celîlê yî. Lê belê wî dest bi naletê û sond xwarinê kir: Ez wî zilamê ku hûn dibêjin nas nakim! Û hema dîk cara duwemîn uriya. Gotina ku Îsa jê re gotibû: Berî ku dîk du caran biure, tuyê min sê carî înkar bikî, Pêtrûs anî bîra xwe. Û vêya fikirî û giriya. Û sibê zû, serokên kahînan, kalepîran û alimên zagonê û hemûya Civata Netewî şêwirîn, Îsa girêdan û wî birin dan destê Pîlato. Pîlato jî ji wî pirsî: Ma tu qiralê Cihûdan î? Wî jî bersiv da û ji wî re got: Mîna ku tu dibêje yî! Serokên kahînan, bi gellek tiştan wî tawanbar kirin. Pîlato dîsa ji wî pirsî û got: Ma tu qet bersivê nadî? Binêre, bi çiqas tiştan tawanbariyê li te dikin! Lê belê êdî Îsa tu bersivê neda; wusa ku, Pîlato şaş ma. Wî di her cejnekî de girtiyekî ku wan jê dixwestin, ji wan re berdida. Yekî bi navê Barabas hebû; tevî dijrabirên di serî hildanê de mirov kuştine, hatibû zincîr kirin. Û gel derket cem wî û xwestin ku mîna her demî bona wan yekî berde. Pîlato jî bersiv da wan û got: Ma hûn dixwazin ku ez ji bo we qiralê Cihûdan berdim? Ji ber, wî dizanibû ku serokên kahînan ji ber çavnebariyê wî dane dest. Lê belê serokên kahînan hîn zêde ji bo wan Barabas bête berdan, gel kişkişandin. Û Pîlato dîsa bersiv da û ji wan re got: Wê çaxê ez çi bi wî zilamê bikim, yê ku hûn jê re qiralê Cihûdan dibêjin? Ew jî bi gotina: Wî xaç bike! dîsa qêriyan. Û Pîlato ji wan re got: Ma wî çi xerabiyê kiriye ku? Lê ew jî bi gotina: Wî xaç bike! hîn jî bi zêdeyî qêriyan. Pîlatoyê dixwest ku dilê gel razî bike, bona wan Barabas berda û piştî ku Îsa da ber qamçiyan, bona ku bê xaçkirin da. Leşkeran wî birin hindurê qesrê ku navê wê Prêtoryûm e û hemûya tabûrê civandin. Û wan kincekî erxewanî li wî kirin û ji sincikan tacekî çêkirin û dan ser serê wî. Û bi gotina: Bijî qiralê Cihûdan! dest bi silavdana wî kirin. Û wan bi qamîşekî li serê wî xistin û tûyî wî kirin û li ber wî çok dan û ji wî re secde kirin. Û piştî ku wan qerfê xwe bi wî kirin, kincê mor ji wî kirin û dîsa kincên wî lê kirin. Û bona ku wî xaç bikin, derxistin derve. Yekî bi navê Şîmûnê Kûrêneyî tête nasîn, yê bavê Îskender û Rûfûs bû û ji beyarê dihat û derbas dibû, bona ku xaça Îsa bikişîne, kirin suxrekar. Û wan Îsa anîn cîhê ku jê re Golgota tête gotin, ku ger bête wergerandin, di mana cîhê hestiyê serî de ye. Û wan xemra bi murê ve tevlihev dan wî, lê belê wî ranehişt. Û piştî ku wan ew xaç kirin, bona ku ka çi ji kê re dimîne pişkê avêtin û kincên wî di nava hev û din de par kirin. Dema wî xaç kirin, saet sisê bû. Sûcê wî di yafta li ser wî de: QIRALÊ CIHÛDAN hatibû nivîsîn. Û wan bi wî re, yek li aliyê wî yê rastê û yek jî li yê çepê, du rêbirî jî xaç kirin. Bi vî awayî nivîsa ku dibêje: Û ew bi gunehkaran re hate jimartin, hate cîh. Yên ji wir derbas dibûn, kufr ji wî re dikirin û serê xwe dihejandin û digotin: Kanê teyê Perestgehê xera bikira û di sê rojan de ya nû ava bikira! Ka ji xaçê dakeve û xwe xelas bike! Mîna vê yekê serokên kahînan û alimên zagonê jî henekê xwe bi wî dikirin û di nava xwe de digotin: Kesên din xelas kirin, nikare xwe xelas bike! Bila qiralê Îsraêlê Mesîh, niha ji xaçê dakeve ku em bibînin û bawer bikin! Yê bi wî re hatibûn xaçkirin jî heqaretê li wî kirin. Gava saeta şeşan hat, tariyek heta saeta nehan daket ser hemûya erdê. Di saeta nehemîn de Îsa, bi dengekî bilind qêriya: Elohî, Elohî, lama sabaxtanî? ku dema bête wergerandin, tê wateya: Xwedayê min, Xwedayê min, ma te çima min berda? Hin kesên li wir sekinîbûn, dema vêya bihîstin, gotin: A vay, ew bangî Êlyas dike! Yekî baz da û sungerekî di sîrkê de dakir û xist serê qamîşekî û da wî ku vexwe û got: Bihêlin, em bibînin, ka Êlyas dê bê û wî bîne xwar? Lê belê Îsa bi dengekî bilind qêriya û ruhê xwe da. Û perda Perestgehê, ji jor ve heta jêr çiriya û bû du perçe. Gava serleşkerê ku li hemberî Îsa disekinî, dît ku wî bi vî awayî ruhê xwe da, got: Ev zilam bi rastî Lawê Xwedê bû! Li wê derê di nav pîrekên ku ji dûr ve temaşe dikirin de, dema ew hîn li Celîlê bû pîrekên li pey Îsa çûbûn û xizmetê ji wî re kiribûn; Meryema Mejdelanî û Meryema diya Aqûpê biçûk û Yosê û Şalomê û gellek pîrekên din jî, yên ku bi wî re hatibûn Orşelîmê hebûn. Û gava ku êdî bû êvar, ji ber ku roja Amadekariyê, yanê roja beriya Sebtê bû; Ûsivê Arîmatyayî yê endamekî birêz yê Civata Netewî û bi hêvî li benda Serweriya Xwedê bû hat, wêriya û derket hizûra Pîlato û cesedê Îsa xwest. Pîlato, bi ewqas zû mirina wî ve şaş ma, bangî serleşker kir û jê pirsî: Mirina wî gellek bû? Û dema ku wî rewşê ji serleşker ve bihîst, cesed da Ûsiv. Wî jî cawekî keten stend û wî ji xaçê daxist, bi caw ve pêça û bir goreke ji latê ve hatiye kolan danî û kevirekî gindirand deriyê gorê. Lê belê Meryema Mejdelanî û Meryema diya Yosê dîtin ku ew li ku derê danîn. Û dema roja Sebtê derbas bû, Meryema Mejdelanî û Meryema diya Aqûp û Şalomê çûn, bona ku li wî bidin biharatê stendin. Û di roja heftê ya pêşîn de sibehê gellekî zû, gava ku roj hilat, ew hatin gorê. Û wan di nava xwe de digotin: Ma kevirê di deriyê gorê de ye, dê kî bona me bigindirîne? Û dema ku wan mêze kirin, dîtin ku ew kevirê mezin gindiriye, ji ber ku ew zehf mezin bû. Û ew ketin gorê û zilamekî qeftanê spî li xwe kirî, li aliyê rastê rûniştiye dîtin û pirr şaş man. Wî jî ji wan re got: Şaş nebin! Hûn li Îsayê Nisretî yê ku hatibû xaçkirin digerin, ew ji mirinê rabûye; ew ne li vir e! A vay, cîhê ku ew lê dirêjkirî bû! Lê belê hûn herin ji şagirtên wî re û ji Pêtrûs re bibêjin: Ew berî we diçe Celîlê; mîna ku ji we re gotibû, hûn ê wî li wir bibînin! Pîrek jî ji gorê derketin û reviyan; ji ber ku ricifandin û şaşiyek bi wan ve ketibû; ji tu kesî re jî tiştekî negotin; ji ber ku ditirsiyan. Di roja heftê ya pêşîn de, sibê zû dema ku Îsa vejiya, pêşiyê xuyayî Meryema Mejdelanî bû, ya ku heft cinan ji vê qewirandibû. Ew jî çû û xeber da yên ku bi Îsa re mabûn; wan şîn digirtin û digiriyan. Û gava wan bihîst ku Îsa zindî ye û xuyayî wê bûye, pê bawer nekirin. Piştî van tiştan, wî xwe bi xuyangek din nîşanî duduyan ji wan da ku, ew derketibûn çolê û dimeşiyan. Ew çûn û xeberê dan yên din; lê belê ew bi gotina vana jî bawer nebûn. Pişt re dema li sifrê rûniştibûn, ew xuyayî Yanzdehan bû û bona bêbaweriya wan û hişkbûna dilê wan, ew şermezar kirin; ji ber bi yên ku ew ji mirinê rabûyî dîtine re, bawer nekiribûn. Û wî ji wan re got: Herin hemûya dinê û Mizgîniyê ji hemûya gerdûnê re bibêjin! Yê ku bawer bike û vaftîz bibe, dê xelas bibe; lê belê yê ku bawer neke, dê mehkûm bibe. Şaneyên ku bi kesên bawer bikin re xuya bibin ev in: Dê bi navê min, cinan biqewirînin, dê bi zimanên nû ve biaxifin, dê bi maran bigirin û rakin û ger ew tiştekî ku bikuje vexwin, dê tu xesarê ji wê nebînin; dê destê xwe deynin ser nexweşan û dê ew ê qenc bibin. Piştî ku Xudan Îsa van gotinan ji wan re got, bi ezmanê ve hate girtin û li aliyê rastê Xwedê rûnişt. Ew jî derketin û li her derê waz kirin û Xudan bi wan re dişuxulî û kelamê bi nîşanên ku ji paş ve tên tesdîq dikirin. Amîn. Ya Têyofîlosê bixawên, gellekan dest bi dîroknivîsa ev bûyerên ku di nava me de derbas bûye kirine; ew serpêhatiyên ku wan kesên ji pêşî ve bi çavên xwe dîtin û belav kirin ji me re gotine; ji ber vê yekê, ez jî yekî ku ji pêşiyê ve guhê xwe daye hemûyî û lê kolayî me, ji lewre min qenc dît ku ez wê rêz bi rêz ji te re binivîsim; da ku, tu rastiya tiştên ku ji te re hatine hînkirin, bizanî. Di dema qiralê Cihûstanê Hêrodês de, ji koma Ebiya, bi navê Zekerya kahînek hebû; jina wî ji keçên Harûn bû û navê wê Êlîzabêt bû. Herdu jî li cem Xwedê kesên salih bûn û di hemû emir û daraziyên Xudan de bêqisûr dimeşiyan. Û zarokên wan tunebû, ji ber ku Êlîzabêt stewr bû û herdu jî gellek kal bûn. Û wusa bû ku, gava wî di dora koma xwe de li berya Xwedê wezîfa xwe yî kahîntiyê dianî cîh; li gor adeta kahîntiyê pişk li wî ket ku ew here Perestgeha Xudan û bixûrê bişewitîne. Û di dema şewitandina bixûrê de hemûya civaka gel ji derve dua dikirin. Di wê demê de milyaketek Xudan, li aliyê rastê pêşkêşîgeha bixûrê rawesta û xuyayî Zekerya bû. Û gava Zekerya ew dît, şaş ma û tirs kete ser wî. Lê belê milyaket ji wî re got: Zekerya metirse! Ji ber ku dua te hate qebûl kirin û jina te Êlîzabêt, dê kurekî ji te re bîne û tuyê navê wî Yehya deyne. Û tuyê kêfxweş bibe û bicoşê ve bikeve; dê gellek kes jî bi bûyîna wî kêfxweş bibin. Ji ber ku ew dê li cem Xudan mezin be, ew xemr û araqên giran qet venaxwe û hîn di zikê diya xwe de dê bi Ruhê Piroz tijî bibe. Û ew ê gellekan ji lawên Îsraêl ve vegerîne Xudan, Xwedayê wan. Bona ku dilê bavan berbi zarokan ve û dijrabiran vegerîne fêhmkariya salihan û bona gelekî ji bo Xudan amade ye amade bike, dê bi ruh û qudreta Êlyas ve di pêşiya wî de bimeşe. Û Zekerya jî ji milyaket re got: Ez çawa bi vêya bizanibim? Ji ber ku ez zilamekî kalepîr im û pîreka min jî zehf kalepîr e! Û milyaket bersiv da wî û ji wî re got: Ez Cebrayîlê ku li ber Xwedê sekiniye me; ez hatime şandin ku, ji te re bêjim û mizgîniya va tiştana bidim te. Û a vay, dê zimanê te giran bibe û heta ku ev tişta çê bibe, tuyê nikaribe biaxifî; ji ber ku tu bi wan gotinên min yên dê di demên xwe de bêne cîh bawer nebû! Û gel li benda Zekerya bû û ew bi dereng mayîna wî ya di Perestgehê de ecêb diman. Lê belê Zekerya gava derket derve, nikarîbû bi wan re biaxifiya; wan fêhm kir ku di Perestgehê de xewn û xeyalekî dîtiye. Û Zekerya ji wan re îşaretan kir û zimanê wî lal ma. Û wusa bû ku, gava rojên wî yî xizmetê derbas bûn, çû mala xwe. Paşî wan rojan pîreka wî Êlîzabêt ducanî ma û pênc meh vê rewşa xwe veşart û got: Xudan rewşa min dît bona vê şermezariyê di nava mirovan de ji ser min rake, vê qencîtiya bi min re kir! Di meha şeşemîn de, ji aliyê Xwedê ve, milyaket Cebrayîl, li Celîlê, bajarê ku jê re dibêjin Nisret; ji keçikekê ku dergistiya Ûsivê ji nîjada Dawid bû re hate şandin; navê keçikê Meryem bû. Û milyaket hat cem wê û ji wê re got: Silav li te, ya keçika xêr dîtî; Xudan bi te re ye! Û Meryem bi vê gotinê ve gellek şaş ma û difikirî ku, ka ev silava tê çi wateyê. Û milyaket ji wê re got: Meryem, metirse! Ji ber ku tu gîhaşt xêra Xwedê. Û a vay, tuyê ducanî bimîne, lawekî bîne dinê û navê wî Îsa deyne. Ew ê mezin bibe û dê ji wî re bibêjin; Lawê Yê Herî Bilind, dê Xudan, Xwedê texta bapîrê wî Dawid bide wî û dê heta bêdawiyê li ser mala Aqûp serweriyê bajo û dê qet dawiya serweriya wî tune be. Meryemê jî ji milyaket re got: Gelo dê ev çawa bibe; ji ber ku ez bi zilam nizanim? Û milyaket bersiv da û ji wê re got: Dê Ruhê Pîroz were ser te û Yê Herî Bilind, siya xwe bi ser te ve berde; ji ber vê yekê, dê ji wî Pîrozê ku biwelide re, Lawê Xwedê bête gotin. Û a vay, meriva te Êlîzabêt jî di pîraniya xwe de bi lawekî ve ducanî ma û pîreka ku ji wê re digotin stewr e, a vay, ew di meha xwe yî şeşemîn de ye. Ji ber ku, li cem Xwedê tiştekî nebe tune ye. Meryemê jî got: A vay, ez xizmetkara Xudan im; bila bona min, mîna gotina te bibe! Û milyaket ji wê cûda bû. Meryem rabû, di wan rojan de bi lez çû bajarekî ji herêma çiyayiya Cihûda. Û ew gîhaşt mala Zekerya û silav da Êlîzabêtê. Û wusa bû ku, gava Êlîzabêt silava Meryemê bihîst, zarokê di zikê wê de xwe tev da û Êlîzabêt bi Ruhê Pîroz ve tijî bû û bi dengekî bilind bang kir û got: Tu ya di nava pîrekan de pîroz e, berê zikê te jî pîroz e! Û ev ji min re ji ku ve bû ku, diya Xudanê min hate cem min? Ji ber ku gava dengê silava te kete guhê min, zarokê di zikê min de bi kêfxweşî xwe tev da. Xwezî bi wê pîreka ku bawerî anî! Ji ber, ew tiştên ku ji aliyê Xudan ve jê re hatine gotin, dê bên cîh! Û Meryemê got: Canê min Xwedê bilindtir dike û ruhê min bi Xelaskarê min Xwedê ve şa dibe; ji ber ku, li rewşa kêm ya qûlê xwe ve nihêrt; lewma a vay, ji niha pê ve dê hemû nifşe ji min re; dilgeş! bibêjin. Ji ber ku yê bi Qudret ji min re tiştên mezin kir; navê wî pîroz e. Û dilovaniya wî, nifş bi nifş li ser yên ku ji wî ditirsin e. Wî bi hêza bazindê xwe serweriyê pêk anî; yên di nava pêşniyarên dilê xwe de xwe mezin dibînin, ji hev belav kirin. Wî yên mezin, ji textên wan anî xwar û yên nizm bilind kir. Birçiyan bi tiştên xweşik ve têr kir û dewlemendan dest vala şand. Wî bîranîna dilovaniya xwe kir, alîkariyê bi xulamê xwe Îsraêl re kir. Mîna ku ji bapîrên me re; ji Birahîm û nîjada wî re heta bêdawiyê soz daye! Meryem qasî sê mehî li mala Êlîzabêtê ma û dîsa vegeriya mala xwe. Ji bo Êlîzabêtê, dema ku biwelidîne temam bû û wê lawekî anî. Cîran û mirovên wê bihîstin ku Xudan dilovaniyek mezin li wê kiriye, bi wê re kêfxweş bûn. Û wusa bû ku, di roja heyştemîn ya bûyîna lawik de, bona sunetkirinê hatin û xwestin ku li gor navê bavê wî Zekerya li wî bikin. Diya wî li wan vegerand û got: Na, lê belê dê navê wî Yehya be! Û wan ji wê re gotin: Di nav mirovên te de kesekî bi vî navî tune ye! Li ser vêya, vegeriyan ser bavê wî û bi nîşanan ve ji wî pirsîn ku, ka ew dixwaze çi navî li lawik bike. Wî lewheyek xwest û li ser nivîsî: Navê wî Yehya ye! Hemû ecêb man. Di cîh de dev û zimanê wî vebûn û gotinên ku Xwedê bilindtir dikin got. Û tirs ket ser hemûyên ku li dorê rûniştî bûn û hemûya van gotinan, li hemû herêma çiyayiya Cihûdayê ve hatin axaftin. Û heçî kesên bûyerê bihîstin digotin: Gelo dê ev zaroka bibe çi? Ev tiştana di dilê xwe de veşartin; ji ber ku destê Xudan bi wî re bû. Û bavê wî, Zekerya bi Ruhê Pîroz ve tijî bû û bi vî awayî peyxamberîtî kir û got: Bila Xwedayê Îsraêlê Xudan pîroz be! Ji ber ku serîdankê li netewa xwe kir û bi fîdyê xelas kir. Em ji destên neyarên xwe ve xelas bûn û bona ku di hemû rojên me de bi pîrozî û qenciyê ve, li ber wî, bi bêtirsî parastinê ji me re bibexşîne, bona ku ji bavên me re dilovaniyê bike û peyxama xwe ya pîroz, bona sonda ku ji bavê me Birahîm re daye di bîra xwe de bîne, wekî ku ji destpêkê ve bi devê peyxamberên xwe yî pîroz ve gotiye, ji destê neyarên me û ji hemûyên ku ji me dikerihin ve xelasiyê, di mala qûlê xwe Dawid de, ji me re hêza xelasiyê bilind kir. Û tu jî, ya zarok, tuyê bi navê peyxamberê Yê Herî Bilind bête bang kirin; ji ber, bona ku tu rêyên wî amade bike û bona têgihandina xelasiya ku bi bexşandina gunehên netewa wî ve dibe; tuyê li ber rûyê Xudan bimeşe; ji ber zêdeyiya dilovaniya Xwedayê me, bona ku ronahiyê bide yên ku di tariyê de û di siya mirinê de rûniştine, bona ku lingên me berbi rêya xweşiyê ve rast bike, roja ku hiltê dê ji bilindahiyan ve were serîdanka me! Zarok mezin dibû û ji aliyê ruh ve xurt dibû û heta roja ku ji Îsraêlê re bête daxuyanîkirin di çolan de ma. Û wusa bû ku, di wan rojan de Qeyser Awgûstos emir da ku bila hemû gelên dinê navên xwe bidin nivîsandin. Ev jimartina yekemîn, di dema ku Kûrênyo waliyê Sûriyê bû de dibû. Û her kes bona ku xwe binivîsînin, çûn bajarên xwe. Ûsiv jî ji bajarê Nisretê ya herêma Celîlê çû Beytlehemê bajarê Dawid li Cihûstanê; ji ber ku ew ji mala Dawid û ji nîjada wî bû; ew çû wê derê, bona ku xwe bi dergistiya xwe Meryemê re bide nivîsandin; dergistiya wî jî ducanî bû. Û wusa bû ku, gava ew li wê derê bûn, dema welidandina wê hat. Û wê lawê xwe yî yekemîn welidand; bi pêçekê ve pêça û wî di afirekî de razand, ji ber ku di xanê de cîh ji wan re tune bû. Û li wê herêmê şivan hebûn; bi şev li çolê li ber keriyên xwe diman û bi nobedarî çavnêriyê li keriyên xwe dikirin. Û a vay, milyaketekî Xudan ji wan re xuyanî bû û rewnaqiya Xwedê çar hawirdorên wan kir ronahî û ew zehf tirsiyan. Û milyaket ji wan re got: Metirsin! Ji ber ku a vay, ez mizgîniya şabûneke mezin didim we, ew ê ji hemûya gel re be. Ji ber ku îro li bajarê Dawid, Xelaskerek ji we re welidiye; ew jî Xudan Mesîh e. Bila ev ji we re bibe nîşan: Hûn ê zarokekî di pêçekê de pêçayî û di afirekî de razayî bibînin. Û ji nişka ve bi milyaket re, civatek ji artêşa ezman; pesnê Xwedê dan û gotin: Bila li bilindahiyan ji Xwedê re rûmet li rûyê erdê ji mirovên ku ew jê raziye re dilxweşî be! Û wusa bû ku, gava milyaketan ji dora wan ve hilkişiyan ezman, şivanan ji hev û din re gotin: Werin, em heta Beytlehemê herin û vê bûyera ku Xudan daxuyaniyî me kir bibînin! Û ew bi lez hatin, Meryem, Ûsiv û zarokê di afirê de razayî dîtin. Û gava dîtin, gotina ku di derheqê vî zarokî de ji wan re hatibû gotin têgîhandin. Û hemûyên ku ev nûçeya ji şivanan ve bihîstin, ecêb man. Lê belê Meryemê ev gotinana hemû di dilê xwe de dihişt û kûr pê difikirî. Û şivan vegeriyan û mîna ku ji wan re hatibû gotin, bona hemû tiştên ku dîtine û bihîstine, şikiryê ji Xwedê re kirin û pesnê wî didan. Û gava heyşt roj qediyan, wî sunet kirin û mîna milyaket, berî ku ew bikeve zikê diya xwe gotibû, navê Îsa li wî kirin. Û dema li gor zagona Mûsa, roja pakbûnê hat, wî birin Orşelîmê ku wî pêşkêşî Xudan bikin. Mîna ku di zagona Xudan de hatiye nivîsîn: Her zarokê nêr yê ku pêşiyê bûyiye, dê ji bona Xudan pîroz bê hesibandin. Û cotek kevokên qumrî, an jî du çêlikên kevokan pêşkêş bikin; mîna ku di zagona Xudan de hatiye emir kirin. Û a vay, li Orşelîmê, bi navê Şîmeûn mirovek hebû; gellekî rast bû û ji Xwedê ditirsiya; ew li hêviya dilgeşiya Îsraêlê bû û Ruhê Pîroz li ser wî bû. Û Ruhê Pîroz bi wî dabû zanîn ku, berî dîtina Mesîhê Xudan, ew dê mirinê nebîne. Û bi rêberiya Ruh ve ew hate Perestgehê; gava dayik û bavê wî, ji bo wî yê ku li gor zagonê kirina wê adet e bikin; Îsayê zarok anîn Perestgehê; Şîmeûn wî rahişt û girt himbêza xwe, bi bilindtir kirina Xwedê ve vana got: Ya Xudan; niha li gor soza xwe, tuyê qûlê xwe bi dilxweşî berde! Ji ber ku çavên min, ronahiya ku te li ber çavên hemû neteweyan amade kiriye, ya ku dê gelan ronahî bike û xelasiya ku bilindahiya gelê te Îsraêlê ye, dîtin! Û Ûsiv û dayika wî, ji tiştê ku bona wî dihatin gotin ecêb man. Û Şîmeûn wan pîroz kir û ji diya wî Meryemê re got: A vay, ev zaroka li Îsraêlê bona ketin û rabûna gellekan û nîşaneke li dijî wî derketinê hatiye danîn e; dê şûrekî dilê te jî qul û derbas bike; da ku, bila ramanên dilên gellekan bên eşkere kirin. Û li wê derê peyxamberek bi navê Hana hebû ku, zehf kal bû; ew qîza Fanowêl û ji bavikê Aşer bû û piştî keçikaniya xwe heft salî bi zilamê xwe re mabû û piştî wê heyştê û çar salî jinebî mabû; wê dev ji Perestgehê ve bernedida û bi şev û roj, bi rojî û duayan (ji Xwedê re) peristinê dikir. Û ew jî hema di wê saetê de hat, pesnê Xwedê da û wê li ser wî ji hemûyên ku li hêviya xelaskirina Orşelîmê bûn re got. Û gava wan her tiştî li gor zagona Xudan pêk anîn, vegeriyan bajarê xwe Nisreta Celîlê. Zarok mezin dibû, xwurt û bi zanyariyê ve tijî dibû; qenciya Xwedê jî li ser wî bû. Û dayik û bavê wî, her sal di Cejna Fisihê de diçûn Orşelîmê. Û gava ew kete sala donzdehan, li gor adeta cejnê hilkişiyan Orşelîmê. Û piştî ku wan rojên cejnê qedandin û vegeriyan mal, Îsayê zarok li Orşelîmê ma; hayê Ûsiv û dayika wî bi vêya tunebû. Di bi gûmana ku ew di nav rêhevalan de yî, rêya rojekî meşiyan; di nav meriv û hevalan de li wî digeriyan. Û gava wan ew nedîtin, vegeriyan Orşelîmê û li wî geriyan. Û wusa bû ku, piştî sê rojî wî di Perestgehê de dîtin; ew di nav mamosteyan de rûniştîbû, guh dida wan û pirs ji wan dikir. Hemûyên ku gotinên wî dibihîstin, li fêhmkarî û bersivên wî şaş diman. Û gava ku wan ew dîtin, şaş man û diya wî ji wî re got: Ya law, te çima ûsa li me kir? A vay, bavê te û ez di nava êşan de li te digeriyan! Û wî ji wan re got: Çima hûn li min digeriyan? Ma we nizanîbûn ku, divê ez li mala Bavê xwe bim? Lê belê wan wateya gotinên ku wî ji wan re got, fêhm nekirin. Û ew bi wan re daket û hate Nisretê û ji wan re bû îtaetker. Û diya wî jî hemû ev gotinana di dilê xwe de vedişart. Û Îsa bi zanînê û ji aliyê bejnê ve pêş ve diçû; li ber Xwedê û li ber mirovan dilovan û giranbuha dibû. Lê belê di sala panzdehên qiraletiya Qeyser Tîberyos de, gava ku Pîlatosê Pontiyûsê, waliyê Cihûstanê bû, Hêrodês serdarê Celîlê bû û birayê wî Fîlîpo serdarê herêma Îtûrêya û Traxonîdayê bû û Lûsanyûs serdarê Abîlîneyê bû, Hena û Qayafa Serokkahîn bûn; di wê demê de gotina Xwedê li çolê ji Yehyayê lawê Zekerya re hat. Û ew jî li seranserê Çemê Urdunê ji bo bexşandina gunehan bi toba vaftîzê waz dayînê ve hat. Çawa ku di Pirtûka gotinên Îşaya peyxamber de hatiye nivîsandin: Dengê yê li çolê bang dike: Rêya Xudan amade bikin û şiverêyên wî rast bikin! Dê her gelî tijî bibin, dê her çiya û gir nizm bibin û yên çewt dê bên rastkirin û rêyên zaxor dê bên rastkirin û dê her mirov xelaskariya Xwedê bibînin. Wî ji ajaweyên dihatin ku ji aliyê wî ve bên vaftîz kirin re wisa got: Hey çêlikên koremaran, kê ji we re gotiye ku hûn ji ber vê xezeba ku tê baz bidin? Niha fêkiyên ku liyaqî tobê ne, bidin! Û di hundirê xwe de dest pê nekin û nebêjin: Birahîm bapîrê me ye; ji ber ez ji we re dibêjim ku, Xwedê dikare ji van keviran zarokan ji Birahîm re rake. Jixwe bivir jî li ser rehên daran e. Her dara ku berê qenc nede, dê bê birîn û bê avêtin nav êgir! Û gel jî ji wî pirsî û got: Wê demê divê em çi bikin? Wî bersiv da û ji wan re got: Yên ku du kirasên wî hebin, bila bide yê ku yê wî qet nîne û bila kesê ku xwarina wî hebe jî ûsa bike! Wê demê karmendên bacê jî hatin ku vaftîz bibin û gotin: Ya mamoste, ma em çi bikin? Wî ji wan re got: Ji tiştên ku hewce dike hûn bistînin zêdetir nestînin! Leşkeran jî ji wî pirsîn û gotin: Wê demê divê em çi bikin? Û wî jî ji wan re got: Bêbextiyê li tu kesî mekin û bi darê zorê tiştekî ji wan nestînin û bi heqdestên xwe ve razî bin! Ji ber ku gel di nava hêviyê de li bendê bûn, bona Yehya hemûyan di dilên xwe de dipirsîn: Gelo Mesîh ev e? Yehya bersiva hemûyan bi van gotinan ve da: Rast e, ez bi avê we vaftîz dikim; lê yê ji min ve biquwettir tê ku, ez ne hêja me benikên çaroxên wî vekim; ew ê bi Ruhê Pîroz û bi agir we vaftîz bike. Melhêba wî di destê wî de ye ku, bêndera xwe paqij bike û genim bixe embara xwe, lê belê ew ê kayê bi agirekî qet venamire ve bişewitîne! Wî, bi şîret kirina gellek tiştên din jî ji gel re Mizgînî waz dida. Lê belê, ji ber ku Hêrodêsê serdar, ji ber jinbira xwe Hêrodiya û ji ber hemû xerabiyên ku Hêrodês kiribû; ji aliyê Yehya ve hatibû azirandin, li ser hemûyên vana, wî avêt girtîgehê. Û wusa bû ku, gava hemûya gel dihatin vaftîz kirin, Îsa jî hate vaftîz kirin û dema dua dikir ezman vebûn û Ruhê Pîroz bi beden di şiklê kevokekê de li ser wî danî û dengek ji ezmanan hat û got: Lawê minî xoşewîst tu yî; ez ji te razî me! Û Îsa dema dest bi wezîfeya xwe kir, nêzîkî sî salî bû û wek ku dihat gûman kirin, ew lawê Ûsiv, lawê Elî, lawê Metat, lawê Lêwî, lawê Melkê, lawê Yannay, lawê Ûsiv, lawê Metîtya, lawê Amos, lawê Nehûm, lawê Heslî, lawê Neggay, lawê Mehat, lawê Metîtya, lawê Şemeyîn, lawê Yûsex, lawê Yoda, lawê Yûhenan, lawê Rêşa, lawê Zerûbabel, lawê Şaltiyêl, lawê Nerî, lawê Melkê, lawê Êdî, lawê Qosam, lawê Êlmedam, lawê Er, lawê Yêşû, lawê Êliyazêr, lawê Yorîm, lawê Metat, lawê Lêwî, lawê Şîmeûn, lawê Cihûda, lawê Ûsiv, lawê Yonam, lawê Êlyaqîm, lawê Melyo, lawê Mena, lawê Metêta, lawê Natan, lawê Dawid, lawê Îşay, lawê Obêd, lawê Boaz, lawê Selmon, lawê Nehşon, lawê Amînadab, lawê Admîn, lawê Aram, lawê Hesrûn, lawê Pêrez, lawê Cihûda, lawê Aqûp, lawê Îshaq, lawê Birahîm, lawê Têrah, lawê Nehor, lawê Serûx, lawê Rêwo, lawê Pêlêg, lawê Eber, lawê Şalah, lawê Kenan, lawê Arpakşad, lawê Sem, lawê Nûh, lawê Lamex, lawê Metûşela, lawê Henox, lawê Yarêd, lawê Mehalêl, lawê Kenan, lawê Enoş, lawê Sêt, lawê Adem, lawê Xwedê bû. Îsa bi Ruhê Pîroz ve tijî bûyî, ji Urdunê vegeriya û ji aliyê Ruh ve berbi çolê ve hate şandin. Ew çel rojî, ji aliyê Îblîs ve hate ceribandin. Wî di wan rojan de tiştekî nexwar û gava ew rojan derbas bûn, ew birçî bû. Û Îblîs ji wî re got: Ger tu Lawê Xwedê yî, ji vî kevirî re bibêje, bila bibe nan! Û Îsa bersiv da wî û got: Hatiye nivîsandin ku: Mirov tenê bi nan ve najî, lê belê bi her gotina Xwedê! Û Îblîs wî derxist ser çiyayekî bilind û di hilmekê de hemû welatên rûyê erdê nîşanî wî da. Û Îblîs ji wî re got: Ez ê hemûya vê rayedariyê û mezinahiya vana bidim te; ji ber ku ev ji min re hatine dayîn û ez bixwazim, dilê min ji kê re bixwaze, karim bidim wî. Niha ger tu li ber min secde bikî, dê hemû bibin yên te! Û Îsa bersiv da wî û got: Hatiye nivîsandin ku: Tuyê ji Xudan, Xwedayê xwe re peristinê bikî û tenê ji wî re qûlitiyê bikî. Û Îblîs wî bir Orşelîmê û danî ser birca Perestgehê û ji wî re got: Ger tu Lawê Xwedê yî, ka xwe ji vir bavêje xwarê; ji ber ku hatiye nivîsandin: Ew ê di derheqê te de ji milyaketên xwe re, bona ku te biparêzin emir bike û: Ew ê te li ser destên xwe ragirin, bona ku tu lingên xwe li kevirekî nexe. Û Îsa bersiv da û ji wî re got: Tuyê Xudan, Xwedayê xwe neceribîne! hatiye gotin. Û dema Îblîs hemû ceribandinên xwe qedand, bona demekê ji wî dûr ket. Û Îsa bi quweta Ruh ve vegeriya Celîlê û li hemûya herêmê nav û dengê wî belav bû. Û wî di keniştên wan de dida hînkirinê û hemûyan pesnê wî didan. Û ew hat bajarê Nisretê, ya ku ew li wir mezin bûbû; li ser adeta xwe, di roja Sebtê de kete keniştê û bona xwendinê rabû ser pêlan. Û pirtûka Îşaya peyxamber dan wî û gava wî pirtûka li hev pêçayî vekir, wî cîhê ku tê de ûsa hatibû nivîsîn dît: Ruhê Xudan li ser min e; ji ber, bona ku ez Mizgîniyê ji xizanan re waz bidim; wî min mesh kir, wî min, bona ku ez ji dîlan re azadbûnê û ji koran re vekirina çavên wan bang bikim, bindestan bighînim xelasiyê û bona ku sala Xudan ya meqbûl bidim bang kirin, şandiye. Û wî pirtûkê li hev pêça, wê da destê berdestî û rûnişt; çavên hemû kesên ku di keniştê de bûn, li wî bûn. Û wî dest pê kir û ji wan re got: Îro ev nivîsîna ku we bihîstin, hat cîhê xwe! Û hemûyan bona wî şahdeyiyê dikirin û bi gotinên wî yî bixêr, yên ku ji devê wî derdiketin ecêb mayî diman û digotin: Ma ev ne lawê Ûsiv e? Û wî ji wan re got: Bi rastî hûn ê vê methelokê ji min re bibêjin: Ya hekîmo, ka xwe bi xwe qenc bike! Ka wan hemû tiştên me bihîstine, yên ku te li Kefernahûmê kirine, li vê derê jî, li nav welatê xwe jî bike! Û Îsa got: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Qet peyxamberek di welatê xwe de nayê qebûl kirin. Lê belê ez ya rast ji we re dibêjim ku: Gellek jinebî di rojên Êlyas de li welatê Îsraêlê hebûn, çaxê ku ezman sê sal û şeş meh hatibû girtin û di hemûya welat de xelayeke mezin rabûbû û Êlyas ji wan tu kesî re nehat şandin; tenê ji Sarefata li warê Saydayê, ji jinebiyekê re hate şandin. Û gellek kesên bi cizamî di dema Êlîşa peyxamber de li welatê Îsraêlê hebûn û ji nav wan ji Naamanê Sûrî pê ve qet kesekî din nehat paqij kirin. Û dema kesên di keniştê de van tiştan bihîstin, hemû bi hêrs ve tijî bûn. Û ew rabûn ser xwe û wî ji bajêr ve derxistin derve û birin ser keviya çiyayê ku bajarê wan li ser hatibû avakirin ku, bo wî ji wê derê bavêjin xwarê. Lê belê ew ji nav wan ve derbas bû û çû. Û ew daket Kefernahûmê, ya ku bajarekî Celîlê ye û di roja Sebtê de ji wan re fêr dikir. Û ew bi hînkirina wî ecêbmayî man; ji ber ku gotina wî, bi rayedariyê ve bû. Û di keniştê de zilamek hebû û ruhê cinekî xerab di wî de bû û wî bi dengekî bilind kir qêrîn û got: Ya Îsayê Nisretî, me berde! Ma tu çi ji me dixwazî? Ma tu bona tunekirina me hatiyî? Ez dizanim tu kî yî, tu Pîrozê Xwedê yî! Û Îsa emir da wî û got: Devê xwe bigire û ji wî derkeve! Cin wî mirovî di nav hemûyan de avêt erdê, ji wî derket û xesarekê neda wî. Û hemû ecêb man û di nav hev de axifîn û gotin: Gelo ev çi gotin e, ji ber ku ew bi hêz û rayedariyê emir dide ruhên xerab û ew jî derdikevin? Û nav û dengê wî, li her derê wê herêmê belav bû. Îsa ji keniştê derket û çû mala Şîmûn. Xwesiya Şîmûn bi tayekê giran ketibû û ji bo wê li ber wî geriyan. Îsa li ber serê wê sekinî û bi tayê ve pekiya û ta ji wê çû û pîrek hema rabû ser xwe û xizmetê ji wan re kir. Û gava roj çû ava, hemûyan nexweşên xwe, yên bi nexweşiyên tewr bi tewr ketibûn anîn cem wî; Îsa jî destên xwe danî ser her yekî ji wan û wan baş kir. Û ji gellekan jî cin derdiketin, dikirin qêrîn û digotin: Tu Lawê Xwedê yî! Ew bi wan ve dipekiya û nedihişt ku bibêjin, ji ber ku wan dizanîbûn ku ew Mesîh e. Û dema bû roj, ew derket û çû cîhekî tenha; gel jî li wî digeriyan û hatin heta cem wî û wan dixwestin bi wî bigirin ku wan bernede û neçe. Lê belê Îsa ji wan re got: Divê ez Mizgîniya Serweriya Xwedê bidim bajarên din jî, ji ber ku ez bona vê yekê hatime şandin. Û wî di keniştên Celîlê de waz dida. Û wusa bû ku, rojekê gava Îsa li ber devê gola Cênîsartê sekinî bû, gel li dor wî ve civiyabûn ku gotina Xwedê bibihîzin û wî li qeraxa golê du lotke dît; lê belê masîgir ji wan ve peya bûbûn û torên xwe dişuştin. Îsa li lotkekê ji wan siwar bû; ew jî ya Şîmûn bû û ji wî xwest ku hinekî ji qeraxê ve bi dûr bixe û ew rûnişt, ji lotkê dest bi hînkirina gel kir. Gava ku wî gotinên xwe xelas kir, ji Şîmûn re got: Bi kûrayiyê ve bajo û torên xwe, bona nêçîrê bavêjin! Û Şîmûn li wî vegerand û got: Mamoste; hemûya şevê me kir û nekirin, tu tiştî negirtin; lê belê li ser gotina te ez ê toran bavêjim! Û gava wan ûsa kirin, ewqas masî girtin ku, torên wan dest bi çirînê kirin. Û wan bi nîşanan bang şirîkên xwe, yên ku di lotka din de ne, kirin ku werin û alîkariyê bi wan re bikin. Ew jî hatin û herdu lotke ewqas dagirtin ku hindik mabû noq bibûna. Lê belê gava Şîmûn Pêtrûs vêya dît, wî xwe avêt ber çongên Îsa û got: Ya Xudan, ji min dûr bikeve, ji ber ku ez mirovekî gunehkar im! Ji ber ku ew û kesên bi wî re bûn, ji pirrbûna masiyên ku girtibûn, ecêb mabûn. Aqûp û Yûhena yên Lawên Zebedî ne, yên ku şirîkên Şîmûn bûn, ew jî di nav wan de bûn. Û Îsa ji Şîmûn re got: Metirse! Ji niha pê ve tuyê bibî nêçîrvanê mirovan! Û pişt re wan lotkeyên xwe kişandin qeraxê û dev ji her tiştî berdan û li pey wî çûn. Û wusa bû ku, gava ew li nav bajarekî ji bajaran bû, a vay, li wir mirovekî bi cizamê ve tijî hebû û gava wî Îsa dît, bi ser devî xwe avêt erdê, li ber wî geriya û ji wî re got: Ya Xudan, ger tu bixwaze, tu dikarî min paqij bikî! Û Îsa destê xwe dirêj kir, dest pê da û got: Ez dixwazim, paqij bibe! Û cizam hema ji wî çû. Û Îsa emir da wî ku, bila ew ji kesekî re nebêje: Lê belê here, xwe nîşanî kahîn bide û mîna ku Mûsa emir daye qurbanekê bide, bila ji wan re bibe şahdeyî ku tu paqij bûyî! Lê belê dîsa jî nav û dengê wî hîn jî bêtir belav bû û gellek ji gel li hev diciviyan, bona guhdariya wî bikin û ji nexweşiyên xwe baş bibin. Lê belê wî xwe da cîhekî tenha û dest bi duayê kir. Û wusa bû ku, rojekê dema Îsa dida hînkirinê, Fêrisî û alimên zagonê li wir rûniştibûn; ew ji her gundên Celîlê û Cihûstanê û ji Orşelîmê hatibûn û hêza Xudan ji bo başkirina nexweşiyan bi wî re bû. Û di wê demê de hin zilaman mirovekî kûd, di nav livînên wî de anîn û geriyan bona ku wî bînin hundir û deynin ber Îsa. Û gava wan ji ber ajawê rê nedîtin ku wî bibin hundir, ew hilkişiyan ser xanî û yê kûd di nava kiremîtên xanî de tevî livînên wî daxistin nav holê, cem Îsa. Gava wî baweriya wan dît, ji yê kûd re got: Ya zilamo; gunehên te ji te re hatin bexşandin! Û alimên zagonê û Fêrisiyan dest pê kirin, fikirîn û gotin: Gelo ev kî ye, yê ku kufr dike? Ma xeynî Xwedê kî dikare gunehan bibexşîne? Îsa ji ber ku dizanîbû ew çi difikirin, bersiv da û ji wan re got: Ma hûn di dilên xwe de çi difikirin? Ma kîjan hêsanîtir e: Gotina ku gunehên te ji te re hatin bexşandin! an gotina ku: Rabe û bimeşe? Lê belê bona ku hûn bizanibin rayedariya Lawê Mirov heye ku, li rûyê erdê gunehan bibexşîne; ji yê kûd re got: Ez ji te re dibêjim, rabe, livînên xwe hilde û here mala xwe! Û yê kûd hema ji pêş wan ve rabû ser xwe, rahişt livînên xwe yê ku ew di nav wan de bû, çû mala xwe û pesnê Xwedê da. Û hemû li xwe heyirî man, pesnê Xwedê dan, hundirê wan tijî tirs bû û gotin: Îroj me tiştên ecêb dîtin! Û piştî vê bûyerê Îsa ji wir derket û bacgirekî navê wî Lêwî ye, di bacxanê de rûniştî dît û ji wî re got: Li pey min were! Û wî jî dev ji her tiştî berda, rabû ser xwe û li pey wî çû. Û Lêwî di mala xwe de ji wî re ziyafetek mezin çêkir; li sifrê, gellek bacgirt û ji mirovên din bi wan re rûniştî, ajaweyek mezin hebû. Û Fêrisiyan û alimên wan yên zagonê, bi ser şagirtên wî de pitepit kirin û gotin: Çima hûn bi bacgirt û gunehkaran re dixwin û vedixwin? Û Îsa bersiv da wan û got: Hewcedariya tenduristiyan ji hekîm re nîne, lê hewcedariya nexweşan jê re heye. Ez ne bona kesên rast, lê bona gunehkaran bangî tobê bikim hatim. Lê belê wan ji Îsa re gotin: Şagirtên Yehya pirr caran rojiyê digirin û dua dikin û yên Fêrisiyan jî ûsa dikin, lê belê yên te dixwin û vedixwin. Îsa ji wan re got: Ma hûn dikarin heta ku zava di nav wan de be, rojiyê bi civata dawetê re bidin girtin? Lê belê dê rojên bên ku, zava ji nav wan ve bê stendin û ew ê di wan rojan de rojiyê bigirin. Wî wekokekê jî ji wan re got: Tu kes bona cilê kevin pîne bike, perçekî ji cilekî nû jê nake; ji ber ku dê him cilê nû bê çirandin û him jî ew perçê ji yê nû hatiye stendin bi cilê kevin re dê li hev nê. Û tu kes xemra nû naxe meşka kevin; ji ber ku xemra nû dê meşkê biçirîne, xemr birije û meşk jî telef dibe. Lê belê divê xemra nû têxin meşka nû. Û tu kes piştî ku xemra kevin vexwe, ya nû naxwaze; ji ber ku ew dibêje: Ya kevin xweş e! Û wusa bû ku, rojekê Sebtê, gava Îsa di nava zeviyên geniman de diçû, şagirtên wî similên genim jê dikirin, di nav destên xwe de difirikandin û dixwarin. Lê belê hinekên ji Fêrisiyan ji wan re gotin: Çima hûn vî tiştê ku di roja Sebtê de qedexe ye, dikin? Û Îsa bersiv da wan û got: Ma qey gava ew û yên bi wî re ne birçîbûn, Dawid çi kiriye we nexwendine? Çawa ew kete mala Xwedê û nanê pîroz girt, xwar û di ser de da yên ku pê re ne; ew nanên ku xwarina wan xeynî kahînan, ji kesên din re qedexe bûn ku bixwin? Û wî ji wan re got: Lawê Mirov Xudanê roja Sebtê ye jî. Û wusa bû ku, di roja Sebtek din de ew ket keniştê û dest bi hînkirinê ve kir; li wê derê mirovek destê wî yî rastê hişkbûyî hebû. Çavên alimên zagonê û Fêrisiyan li Îsa bûn, ka dê roja Sebtê nexweşiyan baş bike an jî neke; ji ber wan li tiştekî digeriyan ku bi wê, wî sûcdar bikin. Lê belê Îsa bi ramanên wan dizanîbû û ji zilamê destê wî hişkbûyî re got: Rabe ser pêlan û di navendê de bisekine! Ew jî rabû ser pêlan û sekinî. Îsa jî ji wan re got: Ez ji we dipirsim: Divê ma di roja Sebtê de qencî kirin, an jî xerabî kirin, caiz e? Xelas kirina can, an jî helaq kirin? Û li çar hawirdora xwe, li hemûyan nihêrt û ji yê desthişk re got: Destê xwe dirêj bike! Zilam jî destê xwe dirêj kir û destê wî bû mîna berê. Lê belê ew bi tûmî şêt bûn û ka hela dê bikaribin çi bînin serê Îsa, bi hev re dişêwirîn. Û wusa bû ku, Îsa di wan rojan de bona ku dua bike, derket çiyê; wî hemûya şevê bi duakirinê, ji Xwedê re derbas kir. Û gava bû roj, bangî şagirtên xwe kir û donzdeh kesî ji nav wan hilbijart; wî navê Şandî da wan: Şîmûn, yê ku wî navê Pêtrûs jî lê kiribû û birayê wî Andrêyas, Aqûp û Yûhena, Fîlîpûs û Bartolomeyo, Meta û Tûmas, Aqûpê lawê Alfay û Şîmûn yê ku ji wî re digotin welatparêz jî, Cihûdayê Lawê Aqûp û Cihûdayê Îsxeryotî, yê ku xaîn derket. Ew bi wan re daket jêr û li cîhekî rast sekinî. Li wir, komekî mezin ji şagirtên wî û ajaweyek mezin ji gel ve hebûn. Ew ji seranserê Cihûstanê û ji Orşelîmê û ji ber devê behrê û ji Sûr û Sayda, bona wî guhdarî bikin û ji nexweşiyên xwe qenc bibin hatibûn. Û yên ku ji ruhên xerab tengasî dikişandin jî, dihatin qenc kirin. Û hemûya gel ji bona ku destê xwe li wî bixin dixebitîn, ji ber ku ji wî hêz derdiket û hemûyan qenc dikir. Û Îsa çavên xwe ji şagirtên xwe re bilind kir û got: Xwezî li we belengazan; ji ber ku Serweriya Xwedê ya we ye! Xwezî li we, yên ku hûn niha birçî ne; ji ber ku hûn ê bên têr kirin! Xwezî li we, yên ku hûn niha digirîn; ji ber ku hûn ê bikenin! Xwezî li we; gava di ber Lawê Mirov de, mirov ji we bikerihin û we ji nav xwe derxin û we biçûk bibînin û navên we bi xerabî derxin! Di wê rojê de şa bin û ji kêfan lotikan bavêjin, ji ber ku li ezmanan xelata we mezin e; ji ber ku bav û kalên wan jî ûsa ji peyxamberan re kirin. Lê belê wey li we dewlemendan, ji ber ku we dilxweşiya xwe stendine! Wey li we, yên ku hûn niha têr in, ji ber ku hûn ê birçî bibin! Wey li we, yên ku hûn niha dikenin, ji ber ku hûn ê bikevin şîn û giriyê! Wey li we, gava gel hemû bi qencî li ser we biaxifin! Ji ber ku bav û kalên wan jî, ji peyxamberên derewîn re ûsa kiribûn. Lê belê ji we re, yên ku min guhdarî dikin re dibêjim: Ji neyarên xwe hez bikin; qenciyê bi kesên ji we dikerihin re bikin! Ji kesên nifiran li we dikin re duayên qenc bikin û ji bo yên ku heqaretê li we dikin, dua bikin! Ji yê ku li lamê te bixe re, yê din jî dirêj bike û ji yê ku ebayê te bistîne re, kirasê xwe jî neparêze. Bide heryekî ku ji te dixwaze û tiştên xwe ji wî yê ku distîne, bi şûn de nexwaze. Û çawa hûn dixwazin ku mirov ji we re bikin, hûn jî ûsa ji wan re bikin! Û ger hûn ji kesê ku ji we hez dikin, hez bikin, gelo dê çi xelat bi destê we keve? Ji ber gunehkar jî kesên ku ji wan hez dikin, hez dikin. Û ger hûn qenciyê bi kesê qenciyê ji we re dikin re bikin, gelo dê çi xelat têkeve destên we? Ji ber ku gunehkar jî ûsa dikin. Û ger hûn deyn bidin kesên ku gûmana we tê de heye ku dê deynê xwe bidin, dê çi xelata we hebe? Gunehkar jî deyn didin gunehkaran ku bona ya wan dîsa li wan vegere. Lê belê hûn ji neyarên xwe ve hez bikin, qenciyê bikin, deyn bidin û bi hêviya vegerandinê nemînin; bi vî awayî dê xelata we mezin be û hûn ê bibin lawê Yê Bilind e; ji ber ku, ew ji nankoran û xeraban re dayendeyê nîmetê ye. Çawa Bavê we dilovan e, hûn jî dilovan bin. Û daraz nekin ku, hûn jî neyên daraz kirin; sûcdariyê nekin ku, hûn jî neyên sûcdarî kirin; bibexşînin, dê ji we re jî bête bexşandin! Bidin û dê ji we re jî bête dayîn; bi pîvanek qenc û bihevdedayî û bi hevdehejandî û bi ser ve çûyî, dê bikeve dawa we. Ji ber ku hûn bi çi pîvanê bipîvin, dê bi wê pîvanê, ji we re bê pîvandin. Îsa ev wekoka jî ji wan re got: Ma yê kor dikare rêberiyê ji yekî kor re bike? Ma dê herdu jî nekevin kortikê? Şagirt ne di ser mamosteyê xwe re ye; lê belê her yek, dê di hînbûna xwe de bigihê, dê bibe mîna mamosteyê xwe. Çima tu qirşika di çavê birayê xwe de dibînî, lê belê mirdiyaqê di çavê xwe de nabînî? An jî, çawa tu dikarî ji birayê xwe re bibêjî: Birayo, bihêle ku ez vî qirşikê ji çavê te derxînim! lê tu mirdiyaqê di çavê xwe de nabînî? Hey mirovê durû! Ka pêşiyê mirdiyaqa di çavê xwe de derxe, tuyê hîn jî baş bibînî û wê demê tuyê bikaribî qirşika di çavê birayê xwe de derxinî. Ji ber ku dara qenc nîne ku, fêkiyê xerab bide û dîsa dara xerab nîne ku, fêkiyê qenc bide. Ji ber ku her dar bi fêkiyê xwe tê nasîn; ji ber ku mirov ji stiriyan hêjîran nade hev û ne jî ji direhê tirî diçîne. Mirovê qenc ji xezîna dilê xwe ya qenc, qenciyê derdixe û yê xerab ji xezîna dilê xwe ya xerab, xerabiyê derdixe, ji ber ku dev, yê ji ser dil ve diherike dibêje. Çima hûn ji min re: Ya Xudan, ya Xudan! dibêjin û tiştên ku ez dibêjim nakin? Ez ê nîşanî we bidim; ka her kesê ku tê cem min û gotinên min dibihîze û wan dike, mîna kî ye. Ew mîna mirovekî ye ku xaniyek ava kir; wî kola û kûr kir û bingeha xênî li ser zinarê ve danî. Gava av rabû, pêlên wê li xênî dan, lê nikarîbûn xanî ji cîh ve tev bidin, ji ber ku ew li ser zinarê ve hatibû ava kirin. Lê belê kesê gotina min dibihîze û nake, mîna mirovekî ku xaniyê xwe li ser axê ve, bê bingeh ava kirî ye. Û gava çem êrîşê kir, ew hema hilweşiya û xerabûna wî xaniyî zehf mezin bû. Piştî ku hemû van gotinên xwe yî ku gel wan guhdarî dikirin, xelas kir, Îsa çû Kefernahûmê. Û xulamekî serpelekî, yê ku jê re biqîmet e, di dereca mirinê de, nexweş bû. Gava ku wî di derheqê Îsa de bihîst, kalepîrên Cihûdan, bona ku were û xizmetkarê wî xelas bike rica bikin, ji wî re şand. Gava ew hatin cem Îsa, pirr li ber wî geriyan û gotin: Ew hêja ye ku tu vêya ji wî re bikî; ji ber ku, ew ji gelê me hez dike û wî bi xwe keniştê ji me re ava kiriye. Îsa bi wan re çû. Gava hindik mabû ku ew bigihêje xênî, yê serpel hinek hevalên xwe şand pêşiya wî ku, ew van gotinan ji wî re bibêjin: Ya Xudan, zehmet neke; ji ber min xwe hêja nedît ku tu werî bin xaniyê min! Ji ber vê yekê min xwe hêja nedît ku ez bêm cem te; lê belê tenê gotinekê bibêje û xulamê min dê qenc bibe! Ji ber ku ez bi xwe jî mirovekî di bin serdestiyê de me û di bin emrê min de jî leşker hene; ez ji yekî re dibêjim: Biçe! ew diçe û ji yê din re dibêjim: Were! ew tê û ez ji xulamê xwe re dibêjim: Vê bike! ew wê dike. Dema Îsa van tiştan bihîst, lê ecêb ma; vegeriya û ji civaka ku li pey wî dihatin re got: Ez ji we re dibêjim: Min di Îsraêlê de jî baweriyakî ewqas mezin nedît! Gava yên hatibûn şandin vegeriyan malê, wan dîtin ku xulamê serpel qenc bûye. Û wusa bû ku, piştî vêya Îsa çû bajarê ku jê re Nayîn digotin; şagirtên wî û ajaweyeke mezin bi wî re diçûn. Gava ew nêzîkî dergehê bajêr bû, a vay, cenazeyek ji bajêr derdixistin; lawê pîreka jinebî ya tenê bi serê xwe ye miribû û gellekên ji gelê bajêr bi wê re bûn. Û gava Xudan dayikê dît, dilê wî pê şewitî û ji wê re got: Megrî! Û ew nêzîkî darbestê bû, destê xwe tê da û yên ku wê hilgirtibûn, sekinîn. Îsa got: Xorto! Ez ji te re dibêjim, rabe ser xwe! Û yê mirî rabû, rûnişt û dest bi axaftinê kir û Îsa wî da diya wî. Tirs bi hemûyan ve girt, wan bilindahî dida Xwedê û digotin: Peyxamberekî mezin di nav me de rabûye! Û: Xwedê hate alîkariya gelê xwe! Û ev gotina di derheqê Îsa de li seransera Cihûstanê û hawirdora wê belav bû. Û şagirtên Yehya jî ji wî re, li ser van tiştan hemûyan gotin. Û Yehya ji nav şagirtên xwe bangî duduyan kir; wan şand cem Xudan ku ji wî bipirsin: Ma yê ku dê bihata, tu yî, an divê em li hêviya yekî din bimînin? Gava ew zilaman hatin cem wî, wan ji wî re gotin: Yehyayê vaftîzkar me şand cem te ku em ji te bipirsin: Ma yê ku dê bihata, tu yî, an divê em li hêviya yekî din bimînin? Di wê saetê de Îsa gellek ji nexweşî, êş û ruhên xerab baş kir û çavên gellek koran vekir. Û Îsa bersiv da û ji wan re got: Herin û we çi dîtine, çi bihîstine, ji Yehya re bêjin: Kor dibînin, kûd dimeşin, bi cizamî paqij dibin, kerr dibihîzin, mirî radibin û ji belengazan re Mizgînî tê waz dan. Û Xwezî bi wî kesê ku, di min de tilpekî nebe! Gava şandiyên Yehya çûn, wî dest pê kir û ji ajawê re li ser Yehya got: Ma hûn derketin çolê ku, hûn çi bibînin? Qamîşek li ber bayê diheje? An hûn derketin çolê ku, hûn çi bibînin? Mirovekî ku kincên nermîn li xwe kiriye? A vay, yên bi kincên spehî û di dewlemendiyê de dijîn, ew di qesrên qiralan de ne! An jî hûn derketin ku, hûn çi bibînin? Ma peyxamberekî? Belê, ez ji we re dibêjim û ji peyxamberekî jî hîn bêtir! Ev ew e, yê ku di derheqê wî de hatiye nivîsandin: A vay, ez nûçevanê xwe di pêşiya rûyê te de dişînim; ew ê rêya te li pêşiya te amade bike. Ez ji we re dibêjim: Di nav yên ku ji jinan bûyîne de, kesekî ji Yehya mezintir qet nîne, lê belê dîsa di Serweriya Xwedê de yê herî biçûk ji Yehya mezintir e. Û gava hemûya gel, heta bi bacgiran jî ev yek bihîstin, wan heqiya Xwedê nas kirin; ji ber ku, bi vaftîz kirina Yehya ve hatibûn vaftîz kirin. Lê belê heçî Fêrisî û alimên zagonê bûn, daxwaziya Xwedê, ji bona xwe qebûl nekirin, ji ber ku bi vaftîz kirina wî ve nehatibûn vaftîz kirin. Û Xudan got: Ma ez mirovê vî nifşî bi kê bişibînim û ew mîna kê ne? Ew wekî zarokên ku li nav qada bajêr rûdinin û bi vî awayî bangî hev dikin û: Me bilûrê ji we re lêxistin, lê belê hûn nereqisîn; me ji we re avêt ser miriyan, lê belê hûn negiriyan, dibêjin in! Ji ber ku Yehyayê vaftîzkar hat, ne nan dixwar û ne jî xemrê vedixwar; we got: Di wî de cin heye! Lawê Mirov jî hat, ew dixwe û vedixwe û hûn dibêjin: Ev mirovekî pirrxwer û xemrvexwar e, hevalê bacgir û gunehkaran e! Û zaniyarî ji aliyê hemû zarokên xwe ve hate tesdîq kirin. Yekî ji Fêrisiyan, Îsa bangî xwarinê kir. Ew jî çû mala yê Fêrisî û li sifrê rûnişt. Û a vay, li bajêr pîrekek gunehkar hebû û gava wê bihîst ku ew li mala yê Fêrisî, li sifrê rûniştiye, wê di firaxeke mermerê sipî de rûnekî bêhnxweş anî û bi girî, li paşî Îsa hema li ber lingên wî sekinî û bi hêsirên çavên xwe lingên wî şil kir û paşê bi porên xwe wan ziwa kir, ramûsand û rûn li wan da. Gava Fêrisiyê ku ew bangî mala xwe kiribû, vana dît û di ber xwe de ji xwe re got: Ger ev mirov peyxamber bûya, dê bizanîba ya destê xwe da wî, kî ye û çi jin e; ji ber ku ew yeke gunehkar e! Û Îsa bersiv da û ji wî re got: Şîmûn; gotinek min ji te re heye. Wî jî got: Ka bibêje, Mamoste! Du deyndarên deynxwazekî hebûn; yek ji wan bi pênc sed û yê din jî bi pêncî zîvî deyndar bû. Ji ber bona ku deyndayînê tiştekî wan tunebû, wî ji herduyan re jî bexşand. Ji min re bêje: Niha ji vana kîjan dê bêtir ji wî hez bike? Şîmûn bersiv da û got: Ez dibêjim, yê ku jê re bêtir lê hate bexşandin. Wî jî ji wî re got: Te rast got! Û wî berê xwe da pîrekê û ji Şîmûn re got: Tu vê pîrekê dibînî? Ez hatim mala te, te bona lingên min av neda min; lê belê wê lingên min bi hêstiran şil kir û bi porê xwe ziwa kir. Te ramûsanek neda min, lê belê wê, ji dema ku ez ketime hundir ve, dev ji ramûsandina lingên min bernedaye. Te rûnek di serê min de neda, lê belê wê rûnekî bêhnxweş di lingên min de da. Ji ber vê yekê ez ji te re dibêjim: Gunehên wê yên pirr in, hatin bexşandin; ji ber vê yekê wê pirr hez kiriye. Lê belê yê ku jê re kêm tê bexşandin, hindik hez dike. Û wî ji wê re got: Gunehên te hatin bexşandin! Û yên ku bi wî re li sifrê rûniştibûn, dest pê kirin û ji xwe re gotin: Gelo ev kî ye ku, li gunehan jî dibexşîne? Îsa ji pîrekê re got: Baweriya te, tu xelas kirî; bi dilxweşiyê ve here! Û wusa bû ku, piştî demekî kurt Îsa dest bi gera bajar û gundan û bi belavkirina Mizgîniya di derheqê Serweriya Xwedê de ye kir û her Donzdeh jî bi wî re bûn. Her wekî hinek jinên ku ji ruhên xerab û nexweşiyan hatibûn baş kirin jî bi wan re bûn: Meryema ku ji wê re digotin Mejdelanî, ya ku heft cin ji wê derketibûn û Yohana jina Xûza yê keyayê Hêrodês bû û Sosin û gellekên din yên ku bi malê xwe ji wî re xizmetê dikirin. Gava ajaweyeke mezin ji gel, ji her bajarî li cem wî civiyan, wî bi methelokê got: Cotkar bona tov çandinê derket û hîn wî tovê xwe direşand, hinek ketin qeraxa rê; di bin lingan de hate cûtin û teyrên ezmanan wê xwarin. Û hinek jî ketin ser latê û şîn bûn, lê zû hişk bûn, ji ber ku ew bê rewa bû. Û hinek jê ketin nava stiriyan, stirî tevî wan mezin bûn û wan xeniqandin. Û hinek jê ketin ser erdê qenc, şîn hatin û berê wê sed tovî da. Gava ku wî vana got qêriya: Yên guhê wan ji bihîstinê re hebin, bila bibihîzin! Şagirtên wî pirsa: Ka wateya vê methelokê çî ye? ji wî pirsîn. Wî jî got: Zanîna razên di derheqê Serweriya Xwedê de ji we re hatiye dayîn; lê ji yên din re, bi methelokan ve tê gotin; da ku, ew binihêrin, lê nebînin û bibihîzin, lê fêhm nekin. Wateya methelokê jî ev e: Tov gotina Xwedê ye. Tovên ku ketin ser rê, ew in ku, dibihîzin, lê pişt re Îblîs tê û gotinê ji dilên wan derdixe ku, bona ew baweriyê neynin û xelas nebin. Lê heçî yên ser latê ne, ew kesên ku gava dibihîzin, gotinê bi dilxweşî qebûl dikin in; lê ew bê reh in; baweriya wan heta bi demekê ye û di çaxê ceribandinê de ew ji rê derdikevin. Lê yên ku ketine nav stiriyan jî, ew in ku, dibihîzin, lê gava didin ser rê, bi xem û dewlemendî û kêfên vê dinê difetisin û berên gîhayî nadin. Lê heçî yên di nava erdê qenc de ne, ew in ku, gotinê dibihîzin, bi dilekî pak û durist di dilê xwe de dihilînin û bi sebir dexlê didin. Tu kes çirayekê vênaxe û bi firaxekê venaşêre, an wê naxe bin livînekê, lê belê li dijî vana, bona yên werin hundir wê bibînin, wê dixe şimadankekê. Ji ber ku tiştekî veşartî nîne ku dê neyê eşkerekirin û ne jî tiştekî veşartî heye ku, nê naskirin û nekeve ber ronahiyê. Ji ber vê yekê, bala xwe bidinê ku hûn çawa guhdarî dikin, ji ber ku bi her kî re hebe, dê jê re bête dayîn û bi her kî re tunebe, dê tiştê ku gûman dike ku bi wî re ye jî ji wî bête stendin. Dayik û birayên Îsa hatin cem wî û ji pirraniya ajawê nikarîbûn ku xwe bigihînin wî. Ji Îsa re hate gotin ku: Dayik û birayên te li derve sekinîne û dixwazin te bibînin! Lê belê Îsa bersiv da wan û ji wan re got: Dayik û birayên min, ew kesên ku gotina Xwedê dibihîzin û dikin in! Û wusa bû ku, rojek ji rojan, ew bi şagirtên xwe re li lotkekê siwar bû û ji wan re got: Werin em herin aliyê dinî golê û bi rê ketin. Û gava ew bi lotkê ve diçûn, ew bi xew ve çû û wê demê bahozek li golê rabû, av diket lotkê û ew ketibûn xeterê. Ew hatin cem, wî hişyar kirin û gotin: Mamoste, Mamoste, em helaq dibin! Îsa rabû û bi ba û pêlên avê ve pekiya û ew sekinîn û bû bênderî. Lê belê wî ji wan re got: Kanê baweriya we? Ew di nav tirsê de, ecêb man û ji hev û din re gotin: Ma ev kî ye ku, him li ba, him jî li avê emir dike û ew ji wî re îtaet dikin? Û ew ber bi herêma Girasîniyan, ya ku diket pêşberê Celîlê ve çûn. Gava Îsa derket ser reşayiyê, zilamek ji bajêr, pêrgîniyê li wî kir, di vî zilamî de cin hebûn û ji zû ve kinc li xwe nedikir û tu carî li malê nedima; lê li nav goristanan dima. Gava wî Îsa dît, kir qêrîn û xwe li ber wî avêt erdê û bi dengekî bilind got: Ma tu çi ji min dixwazî, ya Îsa, Lawê Xwedayê Bilind? Ez li ber te digerim, min nede ezabê! Ji ber ku Îsa emir dabû ruhê xerab ku, ji wî mirovî derkeve. Ji ber ku ji zû ve bi wî girtibû; ew bi qeyd û zincîran dihat girtin jî, lê dîsa wî qeyd dişkand û cin wî dajot çolan. Îsa ji wî pirsî û got: Navê te çî ye? Wî got: Lejyon! Ji ber ku pirr cin ketibûn nava wî. Û cinan li ber Îsa geriyan, ew emir nede ku, ew herin kortala bêbinî. Li wir, li serê çiyê keriyek mezin yê berazan li wê derê diçêriya hebû; bona ku bikevin nav wan ew li ber wî geriyan. Û wî jî destûrê da wan. Cinên ji zilam derketin, ketin hundirê berazan û kerî jî ji kendalê ber ve jêr banz da, xwe avêt golê û fetisî. Çaxa gavanan dît ku çi qewimîn, ew reviyan û vê xeberê li nav bajêr û li gundan belav kirin. Vê demê gel derketin ku ka bibînin çi çêbûye û hatin cem Îsa û ew mirovê ku cin ji nava wî derketibûn, bi kinc, hiş li serî û li ber lingên Îsa rûniştî dîtin û tirsiyan. Yên vêya dîtibûn jî, ji wan re gotin, çawa yê cinoyî hate xelas kirin. Û hemûya gelê ji hawirdora Girasîniyê, li ber Îsa geriyan ku ew ji nava wan here, ji ber ku tirsekî mezin ketibû dilê wan; ew jî kete lotkê û şunde vegeriya. Lê belê zilamê ku cin ji wî derketibûn, li ber Îsa geriya ku ew li cem wî bisekine. Lê belê Îsa ew bi rêkir û ji wî re got: Vegere mala xwe û bibêje, ka Xwedê çi ji te re kiriye! Û ew jî çû û li nava hemûya bajêr bang kir ku, Îsa çi ji wî re kiribû. Û gava Îsa şunde vegeriya, gel pêşwaziyê ji wî re kirin; ji ber ku hemû li benda wî bûn. Û a vay, serokekê keniştê ku navê wî Yaîros bû, hat; wî xwe avêt ber lingên Îsa û li ber wî geriya ku, ew bi wî re here mala wî. Ji ber ku keçikek wî bi tenê, temena wê nêzîkî donzdeh salî hebû û li ber mirinê bû. Îsa jî gava diçû wê derê, ajaweyê wî di nav xwe de dida ber palan. Û pîrekek ku donzdeh sal e xwîn jê diçû û hemûya rizqê xwe dabû hekîman û tu kesekî wê negihandibûn tenduristiya wê, ji paş ve hat û destê xwe gihand rêşiyên kirasê Îsa û hema xwîna wê ji wê çikiya. Û Îsa pirsa: Ew kî bû ku destê xwe di min da? pirsî. Lê belê gava her kesî înkar kirin, Pêtrûs û yên ku bi wî re bûn gotin: Mamoste, ajawe li te tê hev û te dide ber palan û tu dibêjî: Ew kî bû ku destê xwe li min da? Lê belê Îsa got: Mirovekî destê xwe di min da, ji ber ku ez pê hesiyam ku, hêz ji min derket. Pîrek jî, dema dît ku ew veşartî nema, bi lerizandinê ve hat, xwe li ber wî avêt erdê û li ber hemûya gel, ka wê ji ber çi destê xwe di wî de dabû û çawa di cîh de şîfê dîtiye, got. Îsa ji wê re got: Baweriya te, tu qenc kirî; bi dilxweşiyê here! Hîn Îsa diaxifî, yek ji mala serokê keniştê hat û got: Keça te mir, êdî Mamoste newestîne! Lê belê gava Îsa ev bihîst, bersiv da wî û got: Metirse, tenê bawer bike û dê keçik baş bibe! Gava ew hat mala zilam, nehişt xeynî Pêtrûs û Yûhena û Aqûp û dayik û bavê keçikê kes derbasî hundir bibin. Her kes digiriyan û bona keçikê şînê dikişandin; lê belê Îsa ji wan re got: Megirîn, ew ne mirî ye, lê di xewê de ye. Û ew bi wî keniyan, ji ber wan zanîbûn ku ew mirî bû. Lê belê Îsa bi destê wê girt û bang kir û got: Rabe ser pêlan, ya keçikê! Û dema ruhê keçikê li wê vegeriya, ew di cîh de rabû ser xwe; Îsa emir da ku tiştekî xwarinê bidin keçikê. Û dayik û bavê keçikê heyirî man; lê Îsa emir da wan ku, vê bûyerê ji kesekî re nebêjin. Îsa bangî her Donzdehan kir, hêz û rayedariyê li ser hemû cinan û ji bo qenckirina nexweşiyan da wan û wan şand ku ew Serweriya Xwedê bidin naskirin û nexweşan baş bikin. Û wî ji wan re got: Tiştekî ji bona rê bi xwe re nebin, ne dar, ne tûr, ne nan, ne pere û bila ne jî du kirasê we hebin. Û xaniyê ku hûn bikevinê, li wir bimînin û ji wir bidin rê. Û li her derê ku ew we qebûl nekin, ji wî bajarî derkevin û bona ku li dijî wan bibe şahdeyî toza lingên xwe biweşînin. Ew jî derketin rê û gund bi gund derbas dibûn; Mizgîniyê didan û li her derê nexweşan baş dikirin. Hêrodêsê rêvebiriyê ji çaran pariyekî welat dikir, hemû tiştên bûyîne bihîst; ji ber ku hinan digotin: Yehya ji nav miriyan rabûye zehf ecêb ma. Hin kesên din jî digotin: Êlyas xuya bûye û hinan jî digotin: Yek ji peyxamberên berê, ji nû ve rabûye. Lê Hêrodês got: Min serê Yehya da jêkirinê; lê belê gelo ev zilamê ku min ewqas tişt di derheqê wî de bihîstiye kî ye? Û dixwest ku wî bibîne. Û gava şandî vegeriyan, her tiştên ku kirine, ji Îsa re gotin. Û wî wan girt cem xwe û çû cîhekî tenha li aliyê bajarê ku navê wê Beytsayda ye. Lê belê gava gel vêya bihîstin, li pey wî çûn; wî wan qebûl kirin û ji wan re, li ser Serweriya Xwedê axifî û wî, yên hewcedariya wan ji baş kirinê ve hebûn, baş dikirin. Dema roj li ber ava bû, her Donzdeh hatin û ji wî re gotin: Gel berde ku, bila ew herin gundên hawirdor û nav malan ku, cîhê razan û xwarinê ji xwe re bibînin, ji ber ku em li vê derê, li cîhekî tenha ne! Lê belê Îsa ji wan re got: Hûn xwarinê bidin wan! Wan jî gotin: Ji pênc nan û du masiyan pê ve tiştekî me tuneyî; an jî ma divê em herin û ji hemûya vî gelî re xwarinê bikirin? Ji ber ku nêzîkî pênc hezar mêr bûn. Lê belê Îsa ji şagirtên xwe re got: Wan nêzîkî pêncî kesî kom bi kom bikin û li cem hev deynin rûniştinê! Û wan ûsa kirin û hemûyan li cem hev danîn rûniştinê. Îsa rahişt her pênc nan û herdu masiyan, çavên xwe ber bi ezmanan ve rakir, şikir kir û wan şikand û da şagirtên xwe ku, wan deynin ber civakê. Û her kes bi têrayî xwar û donzdeh zembîlên nanên hûrbûyî ji ber wan mabûn, dan hev. Û wusa bû ku, dema Îsa bi tenê dua dikir, şagirtên wî li cem wî bûn û wî ji wan pirsî û got: Li gor gotina gel ez kî me? Wan bersiv dan û gotin: Hin dibêjin: Yehyayê vaftîzkar, hin Êlyas û hinekên din jî dibêjin ku, yek ji peyxamberên berê rabûye. Wî ji wan re got: Lê hûn dibêjin ku ez kî me? Pêtrûs bersiv da û got: Tu Mesîhê Xwedê yî! Lê belê wî temmî li wan kir û emir da wan ku, ew vê yekê ji kesekî re nebêjin. Û wî got: Divê Lawê Mirov gellek cefayê bikişîne û ji kalepîran û serokên kahînan û alimên zagonê ve were red kirin û kuştin û roja sêwemîn biveje. Û wî ji hemûyan re got: Yê ku bixwaze li pey min were, bila ew xwe înkar bike, her roj rahêje xaça xwe û li pey min were. Ji ber ku yê bixwaze jiyana xwe xelas bike, ew ê wê winda bike, lê belê yê jiyana xwe di ber min de winda bike, ew ê wê xelas bike. Ma çi feyda mirovekî heye, ger ku hemûya dinê bi dest bixe, lê belê jiyana xwe winda bike, an ziyaneke bigihîne xwe? Ji ber ku kî ji ber min û gotinên min ji xwe fihêt bike, dê Lawê Mirov jî ji ber wî ji xwe fihêt bike, gava ew bi rûmeta xwe û ya Bavê xwe û ya milyaketên pîroz ve were. Lê belê ez ji we re bi rastî dibêjim: Di nav yên li vir sekinîne de hinek hene ku, heta ku Serweriya Xwedê nebînin, mirinê tahm nakin. Û wusa bû ku, paşî van gotinan nêzîkî heyşt rojî, wî, Pêtrûs û Yûhena û Aqûp bi xwe re girt û hilkişiya ser çiyê ku dua bike. Û gava wî dua dikir, xuyabûna wecê wî hat guhertin, kincên wî sipî bûn û şewq dan. Û a vay, du kes bi wî re diaxifîn; ew Mûsa û Êlyas bûn. Ew di nav rûmetê de xuya bûbûn û li ser mirina wî, ya ku dê li Orşelîmê, biçûya serî diaxifîn. Lê belê Pêtrûs û yên bi wî re, bi xewa giran ketibûn; paşî ew qenc hişyar bûn, wan rûmeta Îsa û herdu zilamên bi wî re sekinî dîtin. Û gava ew ji cem Îsa cihê dibûn, Pêtrûs ji Îsa re got: Mamoste, qenc e ku em li vir in! Em ê sê çardaxan çêbikin; yek ji te re û yek ji Mûsa re û yek jî ji Êlyas re! Lê belê wî nizanîbû ku, ew çi dibêje. Hîn Pêtrûs vana diaxifî, ewrek hat û siya xwe li ser wan veda; gava ew ketin nav ewrê, tirsiyan. Û dengek ji ewr ve hat û got: Lawê minî xoşewîst ev e, wî guhdarî bikin! Û gava deng hat, Îsa tenê hat dîtin. Û ew hiş bûn û tiştek ji dîtinên xwe, di wan rojan de ji kesekî re negotin. Û wusa bû ku, roja din, dema ew ji çiyê daketin, ajaweyeke mezin li pêşwaziya wî derketin. Û a vay, zilamekî ji nava ajawê, bi dengekî bilind bang kir û got: Ya Mamoste, ez li ber te digerim, bi çavê dilovaniyê li lawê min binihêre; ji ber ku ew yê minî bi tenê ye! Û a vay, ruhek bi wî digire û ew nişka ve diqêre û ruh, heta ku kef bi ser bikeve wî ji hev vedihejîne û bi tundî wî dieciqîne û bizorê ji wî diqete. Û ez li ber şagirtên te geriyam ku, ew cin derxînin, lê belê wan nikarîbûn. Wê demê Îsa bersiv da û got: Hey nifşa bêbawerî û ji rê ve derketî; ma ez ê heta kengê bi we re bim û li we sebir bikim? Ka lawê xwe bîne vir! Û hîn ew di rê de dihat, cin wî avêt erdê û ji hev hejand. Lê belê Îsa ruhê xerab azirand, lawik baş kir û wî dîsa da bavê wî. Û li ber mezinahiya Xwedê, hemû ecêb man. Gava hîn hemû bi kirinên Îsa ecêb diman, wî ji şagirtên xwe re got: Van gotinan bixin guhên xwe! Ji ber ku dê Lawê Mirov, bidin destê mirovan! Lê belê wan vê gotinê fêhm nekirin û bona ku fêhm nekin, ji wan ve hatibû veşartin û ew ditirsiyan ku, di derheqê vê gotinê de jê bipirsin. Û guftegoyek ket nav wan, ka di nav wan de yê herî mezintir kî ye? Îsa jî bi zanîna fikrên dilê wan, zarokekê biçûk anî û li kêleka xwe danî. Û ji wan re got: Ew kesê ku vî zarokî bi navê min qebûl bike, ew min qebûl dike û ew kesê ku min qebûl dike, ew yê ku min şandiye qebûl dike. Ji ber ku kî di nav we hemûyan de yê herî biçûk e, ew yê mezin e! Yûhena bersivê da û got: Mamoste, em li rastî mirovekî hatin, cin bi navê te derdixist û me nehişt; ji ber ku ew bi me re, li pey te nayê. Û Îsa ji wî re got: Ji wî re nebin astengî! Ji ber yê ku ne li dijî me be, ew li aliyê me ye. Û wusa bû ku, gava rojên hilkişandina wî nêzîk dibûn, wî berê xwe da Orşelîmê ku, here wê derê û wî qasidan di pêşiya xwe de şand. Û ew çûn gundekî Samîriyan ku amadeyiyê jê re bikin. Lê belê wan Îsa qebûl nekirin, ji ber ku wî berê xwe dabû Orşelîmê. Gava şagirtên wî, Aqûp û Yûhena vêya dîtin, gotin: Ya Xudan, gelo tu dixwazî, mîna ku Êlyas jî kiribû, bona ku, agir ji ezmanan bibare û wan helaq bike, em emir bidin? Lê belê Îsa zivirî û dengê xwe li wan hilda û got: Ma qey hûn nizanin, hûn zarokên kîjan Ruhî ne? Ji ber ku Lawê Mirov, ne bona canên mirovan tunekirinê, lê hew bona xelaskirinê hate. Û ew çûn gundekî din. Û gava ew bi rê ve diçûn, yekî ji Îsa re got: Ez ê li pey te werim, her derê ku tu herê! Û Îsa ji wî re got: Kunên rêviyan û hêlînên teyrikên ezmanan hene, lê belê ji Lawê Mirov re cîhekî nîne ku ew serê xwe lê deyne. Û wî ji yekî din re: Li pey min were! got. Lê belê wî got: Pêşiyê destûrê bide min ku, ez herim bavê xwe binax bikim! Û Îsa ji wî re got: Bila mirî miriyên xwe binax bikin; lê belê tu here û Serweriya Xwedê bide bihîstin! Yekî din jî got: Ya Xudan, ez ê li pey te werim, lê belê pêşiyê destûrê bide min ku, ez xatirê xwe ji maliyên xwe bixwazim! Lê belê Îsa ji wî re got: Kesê ku destê xwe deyne ser hevcar û li paş ve binihêre, ne hêjayî Serweriya Xwedê ye! Piştî vê yekê, Xudan heftê şagirtên din jî hilbijart û wan du kes du kes, di pêşiya xwe de şand, her bajar û cîhê ku wî dixwest, ew bi xwe biçûya yê. Û wî ji wan re got: Dexl zêde ye, lê belê pale hindik in. Ji ber vê yekê, li ber xwediyê dexlê ve bigerin ku, ew paleyan bişîne nav dexla xwe! De herin! A vay, ez we mîna berxan dişînim nav guran. Ne kîsik, ne tûr, ne jî çaroxan bi xwe re bibin û di rê de silavê nedin tu kesî. Hûn têkevin kîjan malê, pêşiyê bibêjin: Bila dilxweşî li ser vê malê be! Û ger mirovek hêjayî dilxweşiyê li wir hebe, dilxweşiya we, dê li ser wî bimîne; lê belê ger tune be, dê ew dîsa li we vegere. Û di wê malê de bimînin, tiştên ku datînin li ber we, bixwin û vexwin, ji ber ku yê pale hêjayî heqê xwe ye. Ji malekê neçin ya din. Û dema hûn çûn bajarekî û ger we qebûl bikin, tiştên ku datînin li ber we, wê bixwin. Nexweşên tê de baş bikin û ji wan re bêjin: Serweriya Xwedê nêzîkî we bûye! Lê belê li kîjan bajarê hûn bikevinê û ew we qebûl nekin, derkevin qadên wê û bibêjin: Em wê toza ku ji bajarê we bi lingê me ve maye jî, li dijî we dadiweşînin, lê belê bizanin ku, Serweriya Xwedê nêzîkî we bûye! Ez ji we re dibêjim ku: Wê rojê, dê rewşa Sodomê ji rewşa wî bajarî çêtir be. Wey li te, ya Xorazîn! Wey li te, ya Beytsayda! Ger ev karên xurtî di nav we de hatin kirin, di Sûr û Sayda de bihatibûna kirin, wanê ji zû ve cilik li xwe pêçayî û di xweliyê de rûniştî tobe bikirana. Lê belê di roja daraziyê de dê rewşa Sûr û Saydayê ji yê we çêtir be. Û tu, ya Kefernahûm, ma tuyê heta ezmanan bilind bibî? Tuyê heta warê miriyan bête daxistin! Yê ku guh dide we, ew guh dide min û yê ku we red dike, ew min red dike û yê min red dike, ew yê ku ez şandime, red dike. Her heftê bi şahî vegeriyan û gotin: Ya Xudan, cin jî bi navê te, ji me re îtaet dikin! Îsa bi vî awayî bersivê da wan: Min dît ku, çawa Îblîs wek birûskê ji ezmanan ket. A vay, min rayedarî daye we ku, hûn pêlî mar û dûpişkan û hemû quweta neyaran bikin û dê tu tişt xesarê nede we. Lê belê bi wê şa nebin ku, ruh ji we re îtaet dikin, lê bi wê şa bin ku, navên we li ezmanan hatine nivîsandin. Di wê demê de Îsa bi Ruh ve kêfxweş bû û got: Ya Bav, Xudanê erd û ezman, ez ji te re şikir dikim ku te van tiştana ji yên bihîkmet û zanyaran veşart û ew ji zarokên biçûk re eşkere kir. Belê, Bavo, ji ber ku ev yek li te xweş hat. Her tişt ji Bavê min, ji min re hatiye dayîn. Û kesek nizane Law kî ye, xeynî Bav û kesek nizane Bav kî ye, xeynî Law û yê ku Law bixwaze bi wî bide eşkere kirin. Û wî berê xwe bi taybetî da şagirtan û got: Xwezî bi wan çavên ku wan tiştan dibînin, yên ku hûn dibînin! Ji ber, ez ji we re dibêjim ku, gellek peyxamberan û qiralan xwestin van tiştên ku hûn dibînin, bibînin, lê belê wan ew nedîtin û wan tiştên ku hûn dibihîzin, bibihîzin, lê belê wan nebihîstin. Û a vay, alimekî zagonê rabû, Îsa ceriband û got: Ya Mamoste, ma ez karim çi bikim ku, ez bibim mêraskerê jiyana abadîn? Û Îsa lê vegerand û got: Ma di zagonê de çi nivîsiye? Tu çawa dixwînî? Wî jî bersiv da û got: Tuyê ji Xudan, Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe û bi hemû canê xwe û bi hemû hêza xwe û bi hemû aqilê xwe hez bike û ji cînarê xwe jî mîna xwe hez bike! Îsa ji wî re got: Te rast bersiv da; tu vêya bike, tuyê bijî! Lê belê wî xwest xwe rast derxe û ji Îsa re got: Ma cîranê min kî ye? Îsa lê vegerand û got: Zilamek ji Orşelîmê daket xwar û çû Êrîhayê; ew kete nav destê rêbiran û wan wî tazî kirin, lêxistin û bi nîvkuştiyî dev ji wî berdan û çûn. Rasthatinek bû ku, kahînek ji wir derbas bû; gava wî zilam dît, ji aliyê din re derbas bû û çû. Bi vî awayî, gava yekî Lêwiyî jî hat wê derê, wî zilam dît, ji aliyê din re derbas bû û çû. Lê belê gava yekî Samîriyeyî di wê rêya de derbas dibû, hat cîhê ku ew lêbû û gava wî zilam dît, dilê wî pê şewitî û ew çû cem wî; zeyt û xemrê di birînê wî de dan û wan girêdan; zilam li heywanê xwe siwar kir, bir mêvanxaneyekê û li wî xwedî derket. Û roja din du zîv derxist da xwediyê mêvanxaneyê û ji wî re got: Li vî mirovî xwedî derkeve! Û heqê her tiştên ku te bêtir li wî serf kir, gava vegerim, ez ê bidim te. Bi te, ma ji van hersiyan, kî bû cîranê yê ku ketibû destê rêbiran? Û wî got: Yê ku dilê wî pê şewitî! Îsa got: Tu jî here û wusa bike! Gava wan rêya xwe didomandin, Îsa kete gundekê. Pîrekek bi navê Marta, wî qebûlî mala xwe kir. Xwuşkeke wê bi navê Meryemê hebû, Meryem li ber lingên Îsa rûniştibû û guhên xwe dida gotinên wî. Lê çi heye ku Marta bi gellek karî ve di teşqelê de bû; ew hat cem Îsa û got: Ya Xudan, ma hayê te jê tune ku xwuşka min ez di xizmetê de tenê hiştime? Ji wê re bibêje, bila alîkariya min bike! Lê belê Îsa bersiv da û got: Marta, Marta! Tu xema gellek tiştan dixwî û bi wan teşqelê dikî; lê belê tenê hewca tiştekî heye û Meryemê para qenc ji xwe re bijartiye, ya ku dê ji wê neyê stendin! Û wusa bû ku, Îsa li cîhekî dua dikir û dema ku qedand, yekî ji şagirtên wî, jê re got: Ya Xudan, ka me hînî duakirinê bike, çawa ku Yehya şagirtên xwe hîn kirine! Îsa ji wan re got: Çaxa hûn dua bikin, bibêjin: Ya Bavo, bila navê te bê pîroz kirin! Bila Serweriya te were! Mîna li ezmanan, bila li erdê jî xwestina te bê cîh! Nanê me yî rojane, roj bi roj bide me! Û gunehên me ji me re bibexşîne; ji ber ku em jî ji her kesê ku deyndarê me ye re dibexşînin! Û me nebe ceribandinê, lê belê me ji yê xerab xelas bike! Û wî ji wan re got: Ji we hevalekî kîjanî hebe ku, nîvê şevê here cem wî û ji wî re bibêje: Hevalo, ka sê nanî bi deyn bide min; ji ber ku hevalê min ji rêwitiyê ve hatiye cem min û tiştekî min nîne ku ez deynim ber wî! Û ew jî ji hundir lê vegerîne û bêje: Min bêaram meke! Êdî derî girtiye û zarokên min li cem min, di nav livînan de ne; ez nikarim rabim û bidim te! Ez ji we re dibêjim, ger ew ji bona hevalbendiyê ranebe û nede wî jî ew ê ji ber bêrûtiya wî rabe û çiqas ji wî re hewce bike, dê bide wî. Û ez jî ji we re dibêjim: Bixwazin û dê ji we re bê dayîn, bigerin û hûn ê bibînin, li derî bixin û ew ê ji we re vebe! Ji ber ku yê dixwaze, distîne û yê digere, dibîne û yê li derî dixe, jê re vedibe. Û di nav we de kîjan bav heye ku, ger lawê wî nan bixwaze û ew ê jî kevir bide wî? An jî ger masî bixwaze, ew ê jî li dêvla masî marê bide wî? An jî ew hêkekê bixwaze û ew ji dêvla wê dûpişkekî bide wî? Niha ger hûn, yên xerab in jî, hûn zanin tiştên qenc bidin zarokên xwe, ma Bavê ezmanî hîn çiqas bêtir dê Ruhê Pîroz bide yên ku ji wî dixwazin! Û Îsa cinekî lal derdixist. Û wusa bû ku, gava cin derket, yê lal axifî û gel ecêb ma. Lê belê hinekan ji wan gotin: Ew bi serokê cinan Beelzebûl, cinan derdixe! Û hinekan jî Îsa ceriband û nîşanek ji ezmanan jê xwestin. Lê belê Îsa bi fikrên dilê wan zanî û ji wan re got: Her serweriya ku li dijî hev dubendiyê bike, xera dibe û mala ku yekîtiya wê nebe, dikeve. Ger Îblîs jî li dijî xwe bi xwe rabe, dê serweriya wî çawa bimîne? Ji ber ku hûn dibêjin ku ez bi Beelzebûl cinan derdixim. Ger ez bi Beelzebûl cinan derdixim, wê demê ma lawên we bi kî derdixin? Ji ber vê yekê, ew ê bibin darazkirên we. Lê belê ger ez bi tiliya Xwedê cinan derdixim, wê demê dibe Serweriya Xwedê gihaştiye we! Dema yekî çekdar û biquwet qesra xwe diparêze, tiştên wî di dilxweşiyê de dimînin. Lê belê gava yekî ji wî biquwettir were û wî bindest bike, dê ew hemû çekên wî yên ku ew bi wan ewle dibû bistîne û talana wî par bike. Yê ku ne bi min re ye, li dijî min e û yê ku bi min re necivîne, belav dike! Dema ruhê xerab ji mirov derdikeve, bona aramiyê bibîne, di cîhên bê av de digere. Û gava li tiştê ku lê digere, nabîne, dibêje: Ez ê vegerim mala xwe ya ku ez ji wê derketime. Û gava tê, dibîne ku ew paqijkirî û hatiye xemilandin. Wê demê ew diçe û heft ruhên din yên ji xwe xerabtir tîne û ew dikevin wir û rûdinin û rewşa wî mirovî yê dawî, ji yê pêşî xerabtir dibe. Û wusa bû ku, dema Îsa ev tiştan digot, pîrekek ji nava ajawê dengê xwe bilind kir û ji wî re got: Xwezî bi rehma ku te kişandiye û pêsîrên ku te mêtandine! Lê belê Îsa got: Belê, lê hîn bêtir xwezî bi wan, yên ku gotina Xwedê dibihîzin û wê tînin cîh! Û dema gel li dora wî diciviyan, Îsa dest bi gotinê kir: Ev nifşê han, nifşekî xerab e! Nîşanekê dixwaze û ji nîşana Yûnis peyxamber pê ve nîşaneke din ji wan re nayê dayîn. Ji ber, çawa ku Yûnis ji gelê Neynowê re bûye nîşan, Lawê Mirov jî dê ji vî nifşî re ûsa bibe. Qiralîçeya Başûr, di roja daraziyê de dê bi zilamên vî nifşî re rabe û dê wan sûcdar bike; ji ber ku ew ji dawiyên dinyayê hat ku, guh bide zanyariya Silêman û a vay, yekî ji Silêman hîn jî mezintir li vir e! Zilamên Neynowê di roja daraziyê de dê bi vî nifşî re rabin û wan sûcdar bikin, ji ber ku wan bi waza Yûnis tobe kirin û a vay, yekî ji Yûnis hîn jî mezintir, li vir e! Tu kes çirayê vênaxe û danîne cîhekî veşartî, an jî naxe bin çapê, lê belê wê dixe şimadankê ku, yên dikevin hundir, ronahiyê bibînin. Roniya bedenê çavê te ye; ger çavê te qenc be, hemû bedena te jî dibe ronahî, lê belê ger çavê te xerab be, bedena te jî dibe tarî. Bi vî awayî bala xwe bide ku, ronahiya di te de, nebe tarî! Ger hemûya bedena te ronahî be û tu derê tarî tê de tune be, ew dibe wek ku çira bi şewqa xwe te ronahî dike, ûsa hemû ronî dibe. Dema Îsa diaxifî, yekî Fêrisî rica ji wî kir ku, li cem wî xwarinê bixwe; ew jî çû û li sifrê rûnişt. Lê belê gava yê Fêrisî dît ku, ji berî xwarinê, wî destê xwe li gor adeta wan neşuşt, ecêb ma. Xudan jî ji wî re got: Hûn Fêrisî derveyê qedeh û sêniyan paqij dikin, lê belê hundirê we tijî şelandinî û xerabî ye. Hey bêaqilno! Ma yê derve çêkirî hundir jî çênekiriye? Lê belê ya qenc ew e ku, hûn ji tiştên xwe yên heyî xêran bidin, wê gavê dê her tişt ji we re paqij bibe! Lê belê wey li we Fêrisiyan! Ji ber ku hûn deheka pûng, catir û hemû cureyên pincarê didin, lê belê hûn dev ji rastî û hezkirina Xwedê berdidin! Divê we ev bikirana û dev ji yên din jî bernedana. Wey li we Fêrisiyan! Ji ber ku hûn di keniştan de ji kursiyê pêşî û di sûkan de ji silav stendinê hez dikin! Wey li we! Ji ber ku hûn wek wan tirbên nenas in, yên ku mirovên li ser wan digerin, bi wan nizanin! Û yekî ji alimên zagonê, bersiv da û ji Îsa re got: Ya Mamoste, bi van gotinan tu me jî xerab derdixî! Lê belê Îsa got: Wey li we jî, ya alimên zagonê! Ji ber ku hûn barên hilgirtina wan bi zehmet e, didin pişta mirovan û hûn bi xwe tiliyekî xwe jî nadin wan baran. Wey li we! Hûn tirbên peyxamberên ku bi destê bav û kalên we hatine kuştin çêdikin. Bi vî awayî hûn şahdeyiyê ji karên bav û kalên xwe re dikin û hûn wan rast dibînin, ji ber ku bavên we wan kuştin û hûn jî tirbên wan çêdikin. Ji ber vê yekê, Zanyariya Xwedanî bi vî awayî got: Ez ê ji wan re peyxamberan û şandiyan bişînim; dê hinekan ji wan bukujin û hinekan jî bidin cefayê; da ku, bila ji dema dinya çêbûyî ve, xwîna hemû peyxamberan ya ku hatiye rijandin, ji vê nifşê were xwestin; ji xwîna Habîl, heta xwîna Zekerya, yê ku di neqeba gorîgeh û Perestgehê de hate kuştin; belê, ez ji we re dibêjim ku, dê ji vî nifşî were xwestin! Wey li we alimên zagonê! Ji ber ku we rahiştiye nifta zanînê, hûn bi xwe ne ketin hundir û yên dixwestin bikevin hundir jî, we nehişt bikevinê! Gava Îsa ji wir derdiket, alimên zagonê û Fêrisiyan, li ser pirr tiştan ji wî pirs kirin û wî dan tengahiyê; wan xwe li ber vedabûn ku, bona bi gotinekê ji devê wî derdikeve, wî bixin kemînê. Di vê navberê de, gava bi hezaran mirov mîna ku hev û din bieciqînin, kom bi kom diciviyan; Îsa pêşiyê ji şagirtên xwe re dest pê kir û got: Xwe ji havêna Fêrisiyan biparêzin; ew durûtî ye! Lê belê tiştekî nixumandî nîne ku, xuya nebe û tiştekî veşartî nîne ku, neyê zanîn. Ji ber vê yekê, her tiştê ku we di tariyê de gotiye, dê di ronahiyê de were bihîstin û tiştê ku we di hundir de di guh de gotiye, dê li ser banan were bang kirin. Lê belê ez ji we hevalên xwe re dibêjim: Ji kesên bedenê dikujin û ji pê ve nikarin tiştekî xerabtir bikin, metirsin. Lê belê ez nîşanî we bidim ku, ka hûn ê ji kê bitirsin: Ji wî kesê ku piştî dikuje, dikare bavêje dojehê ve bitirsin! Belê, ez ji we re dibêjim; ji wî bitirsin! Ma pênc civîk bi du pere ve nayên firotin? Lê belê dîsa, Xwedê yek jî ji wan ji bîr nekiriye. Mîna vêya hemû mûyên serên we bi xwe jî jimartî ne. Ji ber vê yekê metirsin! Hûn ji gellek civîkan hîn jî hêjatir in. Lê belê ez ji we re dibêjim: Her kî min li ber mirovan, bi eşkeretî qebûl bike, dê Lawê Mirov jî wî li ber milyaketên Xwedê bi eşkeretî qebûl bike; lê belê kî min li ber mirovan înkar bike, dê ew jî li ber milyaketên Xwedê were înkar kirin. Û kî li dijî Lawê Mirov gotinê bibêje, dê jê re were bexşandin, lê belê ji yê ku li dijî Ruhê Pîroz kufir dike re nayê bexşandin. Gava we bibin keniştan, ber serok û fermandaran, xeman nexwin, hûn ê çawa û çi bersivê bidin, an çi bêjin; ji ber ku Ruhê Pîroz, dê we di wê saetê de hîn bike ku, divê ka hûn çi bibêjin. Û yekî ji nava civakê ji Îsa re got: Ya Mamoste, ji birayê min re bibêje ku, ew wêristiyê bi min re par bike! Îsa ji wî re got: Ya zilamo, kê min li ser we bi darazkirî an jî parkirê mêrasê wezîfedar kiriye? Û wî ji wan re got: Bala xwe bidinê û xwe ji hemû çavbirçîtiyan biparêzin! Ji ber ku jiyana mirov, ne bi pirrbûna hebûna wî ye. Û wî wekokekê ji wan re got û axifî: Zeviyên zilamekî dewlemend, zadekî zêde da. Ew fikirî û di dilê xwe de got: Cîh nemaye ku ez dexila xwe biximê; gelo ez çi bikim? Û wî got: Ez ê ûsa bikim: Ez ê embarên xwe xera bikim û yên hîn mezintir ava bikim û ez ê hemû dexl û malê xwe di wan de kom bikim. Û ez ê ji canê xwe re bêjim: Ya can, te ji xwe re têra pirr salan mal hilaniye; li rihetiya xwe binihêre, bixwe, wexwe û şa bibe! Lê belê Xwedê ji wî re got: Hê bêaqilo! dê îşev canê te ji te bê stendin; ma dê ew malê ku te amade kiriye ji kê re bimîne? Kesê ku bona xwe xezîneyan berhev dike û li cem Xwedê ne dewlemend e, wusa ye! Û Îsa ji şagirtên xwe re got: Ji ber vê yekê, ez ji we re dibêjim: Ji bo jiyana xwe xeman nexwin ku, hûn ê çi bixwin û ji bo bedena xwe jî xem nekin ku, hûn ê çi li xwekin. Ji ber ku jiyan ji xwarinê û beden jî ji li xwe kirinê hêjatir e. Li qirikan binihêrin, ew ne diçînin, ne jî didirûn, ne kewarên wan, ne jî embarên wan hene û Xwedê dîsa jî wan xwedî dike; hûn çiqasî ji teyrikan hêjatir in! Ma kî ji we bi xemxwarinê dikare gezekê bi ser jiyana xwe ve dirêjtir bike? Ûsa ku, ger hûn nikarin tiştekî herî biçûk jî bikin, çima hûn bona tiştên din xeman dixwin? Li sosinan binihêrin, çawa mezin dibin; ew ne kar dikin, ne jî rîs dirêsin û ez ji we re dibêjim: Silêman jî di hemû rûmeta xwe de wek yekê ji wan, li xwe nekiribû! Lê belê ew gîhayê ku îro di zeviyê de xuya dike û sibê dê bi nav firinê ve bête avêtin, ger Xwedê wî ûsa bi cil bike, ma dê we çiqasî zêdetir bi cil bike, ya bawerî kêmno? Hûn li, ka hûn ê çi bixwin û ka çi vexwin negerin û di dudiliyê de jî nebin! Ji ber ku hemû gelên dinê tim li vana digerin; Bavê we jî dizane ku hûn motajî van tiştan in. Lê belê hûn li Serweriya wî bigerin û ev tiştana dê ji we re bên dayîn! Metirse, ya keriyê biçûk; ji ber ku Bavê we razî hatiye ku Serweriyê bide we. Çi tiştê we yî heye, bifiroşin û bi xêran bidin! Ji xwe re kîsikên ku kevin nabin û xezînên li ezmanan kêm nabin çêkin; li wê derê diz nêzîk nabe û bizûzk jî naxwe. Ji ber, xezîna we li ku derê be, dilê we jî dê li wê derê be. Bila pişta we girêdayî be û çirayên we vêketî bin; hûn jî wekî zilamên ku, li hêviya efendiyê xwe sekinîne ku, gava ew ji dawetê vegere û li derî bixe, hema bikarin ji wî re vekin bin. Xwezî li wan xulaman ku, çaxê efendiyê wan bê, ew wan hişyar bibîne! Ez ya rast ji we re dibêjim: Ew ê pişta xwe girêde, wan li sifrê rûnîne û dê were û xizmetê ji wan re bike. Ger ew di nobeta duwemîn de an di nobeta sêwemîn de bê û wan xulaman ûsa bibîne, xwezî li wan xulaman! Lê belê vêya bizanin ku, ger xwediyê malê bizanîbûya ku, diz dê kengê bê, ew ê hişyar bimaya û nedihişt ku xaniyê wî qul bike. Hûn jî amade bin, ji ber ku Lawê Mirov dê di saetekê de bê ku, ne di gûmana we de ye. Pêtrûs got: Ya Xudan, ma tu vê wekokê ji me re an ji her kesî re dibêjî? Û Xudan got: Ma ew wekîlê rast û baqil kî ye, yê ku efendiyê wî ew daniye ser xulamên xwe ku, xwarina wan di wextê wan de bide wan? Xwezî li wî xulamî ku gava efendiyê wî bê, wî bibîne ku ûsa dike! Ez bi rastî ji we re dibêjim: Dê efendiyê wî, wî deyne ser hemû malên xwe. Lê belê ger ew xulam di dilê xwe de bêje: Efendiyê min di hatina xwe de dereng dimîne û dest pê bike li xulam û cariyan bixe, bixwe û vexwe û serxweş bibe, efendiyê wî xulamî, dê di rojekê de bê ku, ew ne li hêviya wî ye û di saetekê de ku, ew pê nizane û dê wî bike du parî û para wî bi bêbawermendan re bide. Ew xulamê ku daxwaziya efendiyê xwe dizanî jî, lê amadekarî nekiriye û ne jî bi daxwaziya efendiyê xwe kiriye, dê zehf lêdanê bixwe; lê belê ew ê ku bêzanîn û tiştên ku liyaqî lêdanê ne kiriye, dê hindik lêdanê bixwe. Ji ber ku ji kê re zehf hatibe dan, dê zehf ji wî bê xwestin û ji kê re zehf hatibe spartin, dê ji wî bêtir bê xwestin. Ez hatime ku agir bavêjim dinê; min çiqas dixwest ku ew niha pêketî be! Lê belê vaftîzek min heye ku ez ê bi wê vaftîz bibim û heta ku ew bê cîh, ez çiqas jî tengasî dikişînim! Ma hûn gûman dikin ku, ez hatime dilxweşiyê bînim dinê? Ez ji we re dibêjim: Na, lê belê hîn ji wê bêtir ez hatime ku, cudabûniyê bînim! Ji ber ku ji niha pê ve di malekê de pênc kes dê hebin, sisê ji duduyan û dudo ji sisiyan dê cuda bibin. Bav dê li dijî law rabe û law li dijî bavê, dayik li dijî keçê û keç li dijî dayikê, xwesû li dijî bûkê û bûk li dijî xwesûyê rabe. Û Îsa ji gel re jî got: Dema hûn dibînin ku, ewrek li rojavayê bilind dibe, hema hûn dibêjin: Dê baran bibare! û ûsa dibe. Û Gava ku bayê başûr tê, hûn dibêjin: Dê zehf germ bibe! û ûsa dibe. Hey durûno! Hûn rewşa rûyê erd û ezmên kifş dikin, lê belê çawa dibe ku hûn vê demê kifş nakin? Û çima hûn biryara xwe nadin, ka çi ya rast e? Ji ber ku çaxê tu bi neyarê xwe re diçî darazkirê dadgehê, di rê de bixebite tu ji wî xelas bibe ku, ew te nekişîne ber dadger û dadger te nede dest paspan û ew jî te neavêje girtîgehê. Ez ji te re dibêjim: Heta tu pûlê paşî nedî, tu ji wê derê dernakevî! Di wê demê de hin kesên li wir bûn, ji Îsa re li ser Celîliyan digotin, yên ku Pîlato xwîna wan tevlî qurbanên wan kiribû. Îsa bersivê da wan û got: Ma hûn dibêjin qey, Celîliyên ku ev tiştan hatin serê wan, ji Celîliyên din gunehkartir bûn? Ez ji we re dibêjim: Na! Lê belê ger hûn tobe nekin, hûn ê hemû ûsa helaq bibin! An ew her hijdehên ku birca li Şîloahê bi ser wan de ket û ew kuştin, ma hûn dibêjin qey sûcên wan, ji yên hemûyên ku li Orşelîmê dijîn, bêtir bûn? Ez ji we re dibêjim: Na! Lê belê ger hûn tobe nekin, hûn ê hemû ûsa helaq bibin! Û Îsa ev wekoka jî ji wan re got: Di rezê mirovekî de dareke hêjîrê çandî hebû û ew hat ku, li berê bi darê ve bigere, lê nedît. Û wî ji rezvan re got: Ev sê sal e, ez têm û li berê vê dara hêjîrê digerim û nabînim. Wê bibire! Ma ji bo çi ew erdê bêkêr bike? Rezvan bersiv da û jê re got: Efendî, îsal jî wê bihêle, heta ku ez hawirdora wê bikolim û zibil bikim; ger ev sala ku bê, wê ber da, qenc e, lê belê ger neda, tuyê wê bibire! Îsa roja Sebtê di keniştekê de dida hîn kirin. Û a vay, li wir pîrekek hebû ku, ji hîjdeh salî ve ruhekî nexweşiyê di wê de ye; ew kûd bûbû û qet nikarîbû pişta xwe rast bikira. Gava Îsa wê dît, bangî wê kir û got: Ya pîrekê, tu ji nexweşiya xwe azad bûyî! Wî destên xwe danî ser wê, pîrek di wê gavê de rast bû û pesnahiya Xwedê kir. Lê belê serokê keniştê, ji ber ku Îsa di roja Sebtê de qenc dikir bi hêrsê ve ket, bersiv da û ji gel re got: Şeş roj heye, divê ku mirov di wan de kar bike; di wan rojan de werin û xwe ji nexweşiyên xwe bidin baş kirin û ne di roja Sebtê de! Lê belê Xudan bersivê da wî û got: Hey durûno! Ma her yek ji we roja Sebtê ga an kerê xwe ji afir venake û nabe ser avê? Lê belê ev pîreka, ya ku keçika Birahîm e, a vay, ev hîjdeh sal bû Îblîs wê girêdabû, ma bila ew di roja Sebtê de ji vê qeydê nehatiba vekirin? Û gava wî ev tişt got, dijraberên wî hemû fihêtkar bûn û hemûya ajawê bi hemû kerametên rûmetî ku wî dikir ve kêfxweş dibûn. Wê çaxê Îsa got: Ma Serweriya Xwedê mîna çî ye? Û ez wê bikim mîna çi? Ew mîna tova xerdelê ye ku, mirovekî wê girt û avête bexçê xwe. Û ew şîn hat û bû dar û teyrên ezmanê jî hêlînên xwe li ser guliyên wê çêdikirin. Û Îsa dîsa got: Ma ez Serweriya Xwedê bikim mîna çi? Ew mîna havên e ku pîrekek wê rahişt û di nav sê çap ard de stira, heta hemû tirş bû. Û Îsa ji nav gund û bajaran re derbas dibû, hîn dikir û ber bi Orşelîmê ve diçû. Yekî ji wî re got: Ya Xudan, ma hejmara kesên ku xelas bibin, hindik in? Îsa ji wan re got: Bona ku, hûn ji deriyê teng ve derbas bibin li ber xwe bidin! Ji ber ku ez ji we re dibêjim, dê gellek bixwazin ku, bikevin hundir û dê nikaribin. Dema xwediyê malê rabe û carekê derî bigire, hûn ê ji derve, li ber derî bimînin û dest pê bikin, li derî bixin û bêjin: Ya Xudan, ji me re veke! Ew ê jî bersiva we bi gotina: Ez nizanim hûn ji ku derê ne! bide we. Îcar hûn ê dest pê bikin û bêjin: Me ji pêş te ve dixwar û vedixwar û te di kûçeyên me de hîn dikir! Lê belê dê ew ê bibêje: Ez ji we re dibêjim: Ez nizanim hûn ji ku derê ne; ji ber çavê min herin, hûn hemûyên karkerên neheqiyê! Gava hûn di Serweriya Xwedê de Birahîm, Îshaq û Aqûp û hemû peyxamberan bibînin û hûn ê xwe bi derve avêtî bibînin; dê li wê derê qirçeqirça diranan û girî bibe! Dê ew ji rojhilat û rojava, ji bakur û başûr werin û di Serweriya Xwedê de li sifrê rûnin. Û a vay, hin hene paş in, dê bibin yên pêş û hin hene li pêş in, dê bibin yên paş. Hema di wê navberê de hinekan ji Fêrisiyan hatin û ji Îsa re gotin: Rabe ji vê derê here, ji ber ku Hêrodês dixwaze te bikuje! Û Îsa ji wan re got: Herin, ji wî roviyî re bêjin: A vay, ez îro û sibê cinan derdixim, nexweşan qenc dikim û roja sisiyan temam dibe. Lê belê divê ez îro, sibê û dusibê bi rêya xwe ve herim, ji ber nabe ku, peyxamberek ji derveyî Orşelîmê bête kuştin. Orşelîm, Orşelîma ku peyxamberan dikuje û yên ji wê re hatin şandin, dide ber keviran! Çend caran min xwest ku ez zarokên te bicivînim, mîna ku mirîşkek çêlikên xwe di bin baskên xwe de dicivîne, lê belê we nexwestin! A vay, mala we dê ji we re wêran bimîne! Lê belê ez ji we re dibêjim: Êdî hûn min nabînin, heta wê çaxa ku hûn bibêjin: Yê bi navê Xudan tê, bila pîroz be! Û wusa bû ku, rojekê Sebtê Îsa çû mala serokekî Fêrisiyan ku, xwarinê bixwe; wan jî çavnêriya wî dikirin. Û di wê demê de zilamekî nexweş ku ava zer ji bedena wî ve dihat, li ber wî bû. Û Îsa dest pê kir û ji alimên zagonê û Fêrisiyan re got: Ma di roja Sebtê de çêdibe ku, nexweş bên baş kirin an na? Lê belê deng ji wan nehat. Û wî yê nexweş rahişt, wî baş kir û berda. Û wî ji wan re got: Kî ji nav we ku, lawê wî an gayê wî bikeve bîrekê, ew wî roja Sebtê jî be, bi lezî jê dernaxe? Û wan nikarîbûn li dijî vê yekê bersivê bidin. Lê belê gava wî dît ku, yên hatine bang kirin, çawa cîhên pêş ji xwe re dibijêrin, wî ji wan re wekokekê got: Gava tu ji aliyê kesekî ve ji bo dawetê were vexwendin, li cîhê pêş ve rûnenê; dibe ku yekî ji te bi qîmet ji aliyê wî ve hatibe bang kirin û yê bangî we herduyan jî kiriye, gava were û bibêje: Cîh bide vî! Wê çaxê, tuyê bi şermezarî rabe û derbasî cîhê herî paş be. Lê belê gava tu bê bang kirin, here û li cîhê paş rûne ku, ji bo yê bangî te kiriye, dê bê û ji te re bibêje: Hevalo, kerem bike, hilkişe jor! Wê çaxê tuyê li pêş wan hemûyên bi te re li sifrê rûniştî ve serbilind bibî. Ji ber her kesê ku xwe bi xwe bilind bigire, dê were nizim kirin û her kesê ku xwe nizim bigire, dê were bilind kirin. Û Îsa ji yê ku bangî wî kiriye re jî got: Gava ku tu firavînekê an şîvekê çêbikî, bangî hevalên xwe, birayên xwe, mirovên xwe û cîranên xwe yên dewlemend meke; da ku, bila ew jî di berdêla vêya de bangî te nekin û bila ji te re nebe berdêl. Lê belê çaxa tu ziyafetekê bide, bangî xizan, kûd, kulek û koran bike û tuyê dilxweş bibe; ji ber, tu tiştên wanî berdêlê nîne ku bidin te; lê belê di vejîna salihan de, dê berdêl ji te re bête dayîn. Û yekî ji yên ku bi Îsa re li sifrê rûniştî bûn, çaxê ev yek bihîst, ji Îsa re got: Xwezî bi wî yê ku di Serweriya Xwedê de nan bixwe! Lê belê Îsa ji wî re got: Mirovekî şîvekê mezin çêkir û bangî pirr mirovan kir. Û gava saeta şîvê hat, xulamê xwe şand ku, bangî yê vexwendî bike û ji wan re bêje: Werin, ji ber ku her tişt amade ye! Û her yekî ji wan dest pê kir û lêborîn ji xwe re xwest. Yê pêşî jê re got: Min erdek kiriye, divê ez herim û lê binihêrim; ez ji te rica dikim ku, tu min biborînî! Û yekî din got: Min pênc cot ga kiriye, ez diçim ku wan biceribînim; ez ji te rica dikim ku, tu li min biborînî! Yekî din jî got: Min ji xwe re pîrekek aniye û îcar ez nikarim bêm! Yê xulam vegeriya û ev tişt ji efendiyê xwe re got. Li ser vê xwediyê malê hêrs bû û ji xulamê xwe re got: Bi lez here derve, nav qad û kolanên bajêr, belengaz û kûd û kor û kulekan bîne hundir! Û xulam got: Efendî, emrê ku te da pêk hat, lê belê hîn cîh heye! Û efendî ji xulam re got: Rabe, derkeve ser riyan û sêncan, bi zorê wan bîne hundir ku, bila mala min tijî bibe! Ji ber ku ez ji we re dibêjim, ji wan zilamên ku hatine bang kirin, yek jî ji şîva min tam nake! Ajaweyên mezin, yên ji gel bi Îsa re diçûn û ew zivirî û ji wan re got: Ger mirovek were cem min û ji dayik û bavê xwe, jin û zarokê xwe, bira û xwuşkên xwe, belê, heta ji canê xwe nefret neke, ew nikare bibe şagirtê min. Û kî xaça xwe hilnegire û li pey min nê, nikare bibe şagirtê min. Ji ber ku ma kî ji we, bixwaze bircekê ava bike, pêşî rûnane, mesrefa wê nahesibîne, ka tiştên wî hene ku, pê bibe serî? Da ku, dema bingehê bavêje û nikaribe wê xelas bike, hemûyên ku wî bibînin dê dest pê bikin, qerfên xwe bi wî bikin û bêjin: Vî zilamî dest bi avakirinê kir û hêz neanî ku biqedîne! An kîjan qiral, dema here pêşiya qiralekî din ku, bi wî re bikeve cengê, pêşî rûnane, naşêwire, ka ji wî tê ku ew bi deh hezaran here pêşiya wî yê ku bi bîst hezaran bi ser wî de tê? Ger na, gava qiralê din, hîn gellekî li dûra ye, qasidan dişîne û dipirse; ka dê çawa aşitî bibe. Bi vî awayî, her kî ku ji we mîna vêya dev ji hemûya hebûna xwe bernede, nikare bibe şagirtê min. Xwê qenc e; lê belê ger wê tama xwe winda kir, dê bi çi were bi tam kirinê? Ew êdî ne bi kêrî axê û ne jî kêrî ziblê tê, wê davêjin derve. Yê ku guhên wî ji bihîstinê re hebe, bila bibihîze! Hemû bacgir û gunehkar bona ku wî guhdarî bikin, ber bi Îsa ve dihatin. Fêrisî û alimên zagonê pitepit kirin û gotin: Ev zilama gunehkaran qebûl dike û bi wan re dixwe! Lê belê Îsa ji wan re vê wekokê got û axifî: Kî ji we ku, sed mîhên wî hebin û yek ji wan winda bibe, ma her nod û nehên din li çolê nahêle û naçe li ya windabûyî nagere, heta ku wê bibîne? Û gava ew wê bibîne, wê bi şahî datîne ser milê xwe û dema ew vedigere malê, bangî heval û cîranên xwe dike û ji wan re dibêje: Hûn jî bi min re şa bibin, ji ber ku min mîha xwe ya windabûyî dîtiye! Ez ji we re dibêjim: Bi vî awayî, bona gunehkarekî ku tobe dike, li ezmanan, ji nod û neh kesên salih, yên ku tobekirina wan ne hewce ye, zêdetir dilşahî bibe! An jî kîjan pîrek ku, deh zîvên wê hebe û yekî ji wan winda bike, ew çirayê vênaxe û xênî namale û qenc lê nagere ku, heta wê bibîne? Û gava ew wî bibîne, ma ew bang nake heval û cîranên xwe û ji wan re nabêje: Hûn jî bi min re şa bibin, ji ber ku min zîvê xwe yî windabûyî dîtiye! Bi vî awayî, ez ji we re dibêjim: Li ber milyaketên Xwedê ji bo gunehkarekî ku tobe dike, dilşayî dibe. Û Îsa got: Du lawên zilamekî hebûn. Û ji vana yê biçûk ji bavê xwe re got: Bavo, ka ji malê xwe wê para ku ji min re dikeve, bide min! Wî malên xwe li wan par kir. Û piştî çend rojan lawê biçûk, her tiştên xwe da hev û çû welatekî dûr û li wir wî bi ewaretî malên xwe tert û belav kir. Û piştî ku wî her tiştên xwe xerc kir, xelayekî dijwar bi ser wî welatî ve hat û ew jî bi xizaniyê ve hayîdar bû û çû xwe li yekî ji gelên wî welatî girt; wî zilamî jî ew şand nav erdên xwe, ber berazan. Û wî dixwest ku zikê xwe bi wê xernûfa ku berazan dixwar, têr bike û kesekî wê nedidayê. Û gava hişê wî hate serê wî, ji xwe re got: Ewqas palên bavê min hene ku, xwarin ji ber wan dimîne û ez dikim li vê derê ji birçîbûnê bimirim! Ez ê rabim, li bavê xwe vegerim û jê re bêjim: Bavo, min li ber te û li dijî ezmên guneh kiriye û ez êdî ne hêja me ku wekî lawê te bême gotin; wek yekî ji paleyên xwe min qebûl bike! Û ew rabû û vegeriya cem bavê xwe. Lê belê gava ew hîn ji dûr ve bû, bavê wî ew dît û dilê wî bi lawê wî şewitî û ew baz da, histuyê wî hembêz kir û ramûsand. Lê belê lawê wî jê re got: Bavo, min li ber te û li dijî ezmên guneh kiriye û ez êdî ne hêja me ku wekî lawê te bême gotin! Lê belê bav, bi vî awayî ji xulamên xwe re got: Bilezînin û herin kincên herî qenc bînin û li wî bikin û gustîlkekê têxin tiliya wî û solan bixin lingên wî û conegayê dermalekirî bînin û serjêkin ku, em bixwin û kêfxweş bibin! Ji ber ku ev lawê min mirî bû û rabû, ew windabûyî bû û hate dîtin. Û wan dest bi kêfxweşiyê kirin. Û lawê wî yê mezin li zeviyê bû; gava ew vegeriya û nêzîkî malê bû, dengê stran û govendê bihîst. Wî bangî yekî ji xulaman kir û jê pirsî, ma ev çî ye? Yê xulam jê re got: Birayê te hatiye, bavê te conegayê dermalekirî serjêkiriye, ji ber ku ew bi saxî gîhaşt wî! Lê belê zilamê ciwan hêrs bû û nexwest ku here hundir; bavê wî derket û jê hêvî kir. Lê belê wî bersiv da û ji bavê xwe re got: A vay, ewqas sal e, ez ji te re xizmetê dikim û ez tu carî ji emrê te dernediketim û te tu carî karikek neda min ku, ez bi hevalên xwe re pê şa bibim. Lê belê gava ev lawê te, yê ku malên te bi pîrekên xerab re xwar, vegeriya, tu rabû û conegayê dermalekirî ji wî re serjêkir! Û bav jê re got: Lawo, tu her tim bi min re yî, her tiştên ku yê min in, yên te ne. Lê belê divê em şahiyê bikin û kêfxweş bibin, ji ber ku ev birayê te mirî bû û rabû, ew windabûyî bû û hate dîtin! Lê belê Îsa ji şagirtên xwe re jî got: Keyayekî mirovekî dewlemend hebû û rojekê giliyê vî keyayî li cem efendiyê wî hat kirin ku, ew malên wî tert û belav dike. Û wî bangî keya kir û jê re got: Ev çî ye ku, ez di derheqê te de dibihîzim? Ka hesêbê keyatiya xwe bide, ji ber ku tu êdî nikarî keyatiyê bikî! Keya jî ji xwe re got: Ka ez ê niha çi bikim? Ji ber ku dê efendiyê min, keyatiya min ji destê min bistîne; kolan ji min nayê ku ez bikim û ez şerm dikim ku parsekiyê bikim. Dema ji keyatiyê bême qewirandin, ez dizanim ka bona ku ew min qebûlî malên xwe bikin, ez ê çi bikim! Û wî yek û yek bangî deyndarên efendiyê xwe kir; ji yê pêşî re got: Tu bi çiqasî deyndarê efendiyê min î? Wî got: Bi sed kûp zeytê. Keya jê re got: Rahêje seneda xwe û bi lez rûne, pênciyî tê de binivîse! Paşê wî ji yekî din re got: Tu bi çiqasî deyndar î? Û wî jî got: Bi sed pîvan genim. Keya ji wî re jî got: Rahêje seneda xwe û heyştêyî tê de binivîse! Û efendî pesnê wî keyayê xapînokî da, ji ber ku wî bi aqilmendî kiribû. Ji ber zarokên vê dinê di danûstendina xwe de li gor nifşê xwe ji zarokên ronahiyê baqiltir in. Û ez ji we re dibêjim: Bi mammonê neheqiyê ji xwe re hevalan çêkin ku, ji bo gava ew nemîne jî, bila we li bin konên bêdawî qebûl bikin! Ew ê ku di tiştekî hindik de ewle be, ew di tiştekî pirr de jî ewle ye; lê belê yê ku di tiştekî hindik de ne ewle be, ew di tiştekî pirr de jî ne ewle ye. Niha ger di mammonê neheqiyê de ewlehî bi we neyê kirin, dê kî ewlehiyê bi we bîne ku, heyîna rastî bide we? Ger hûn di tiştên hinên din de bê ewlehî bin, dê kî ya we, bi xwe bide we? Tu xulamek nikare ji du efendiyan re xulamtiyê bike; ji ber ku dê an ji yekî bikeribe û ji yê din hez bike, an jî dê qedrê yekî bigire û yê din kêm bibîne. Hûn nikarin xulamtiyê ji Xwedê re û ji mammon re bikin! Û Fêrisiyan, ku ji pere hez dikirin, ev tiştan hemû bihîstin û henekên xwe bi Îsa dikirin. Îsa jî ji wan re got: Hûn in yên ku xwe li ber mirovan ve bi rûsipîtî derdixin, lê belê Xwedê bi dilê we dizane; ji ber ku tiştê di nav mirovan de bi qîmet e, li ber çavên Xwedê erjeng e. Dema zagonê û peyxamberan heta bi hatina Yehya kişand; ji hingê û vir ve Mizgîniya Serweriya Xwedê tê dan û her kes bi zorê dikeve nav wê. Lê belê bihûrtina erd û ezmanan, ji ketina noxteyeke zagonê hêsanîtir e. Her yekê ku jina xwe berde û bi jineke din re bizewice, ew zinakariyê dike û her kesê ku bi jineke ji mêrekî berdayî re bizewice, ew zinakariyê dike. Mirovekî dewlemend hebû ku, kincên ji erxewanî û ji kitanê buha li xwe dikir; wî hemû rojan dixwar, vedixwar û ew bi kêf û şahiyê dijiya. Û li ber deriyê wî xizanek bi navê Lazar hebû ku, li wir dihat ramedandin; bedena wî tijî birîn bû. Û çavên wî li wê bû ku ew xwe bi wan bermayîkên ku ji sifra yê dewlemend diketin, têr bike û kûçik jî dihatin û birînên wî dialêstin. Û wusa bû ku, yê xizan mir û milyaketan wî birin xistin himbêza Birahîm. Û yê dewlemend jî mir û hate veşartin. Gava wî di warê miriyan de ezab dikişand û çavê xwe hilda, wî ji dûr ve Birahîm dît ku, Lazar di himbêza wî de ye. Û wî bang kir û got: Ya Bavo Birahîm, dilovaniyê li min bike! Lazar bişîne, bila ew serê tiliya xwe di avê de bike û zimanê min hênik bike; ji ber ku ez di nav vê pêtê de ezabê dikişînim! Lê belê Birahîm got: Lawo, bîne bîra xwe ku, çi tiştên baş hebûn, te di jiyana xwe de distend û çi tiştên xerab hebûn ku, digihîştin Lazar; niha li vir, ew tête xemrevîn kirin û tu ezabê dikişînî. Ji vana hemûyan pê ve, ji bo yên ku dixwazin ji vê derê derbasî cem we bin û yên ku dixwazin ji wê derê derbasî cem me bin, nikaribin derbas bibin, di nav me û we de geliyekî mezin hatiye danîn. Û wî jî got: Ger wusa be, ya Bavo, ez li ber te digerim ku, tu wî bişînî mala bavê min; ji ber ku pênc birayên min hene, bila ew rastiyê ji wan re bêje ku, ji bona ew jî neyên vî cîhê ezabê! Lê belê Birahîm ji wî re got: Mûsa û peyxamberên wan hene, bila guhên xwe bidin wan! Lê belê wî got: Na, ya bavo Birahîm, ger yek ji nav miriyan rabe û here cem wan, ew ê tobe bikin! Û Birahîm ji wî re got: Gava ew guhê xwe nedin Mûsa û peyxamberan, ger yek ji nav miriyan jî rabe, ew bawer nakin! Û wî ji şagirtên xwe re got: Nehatina tilpekîbûnan nabe; lê belê wey li wî mirovê ku, bi navgîniya wî ve tê! Dê ji wî re çêtir be ku, kevirê aşekî bi histuyê wî ve were girêdan û bi nav behrê ve bête avêtin, ji dêvla ku ew yekî ji wan biçûkan tilpekî bike. Hay ji xwe hebin! Gava birayê te li dijî te sûcekî bike, wî biazirîne û ger ew tobe bike, hingê lê biborîne. Û ger ew di rojê de heft caran li dijî te sûc bike û heft caran li te vegere û bêje: Ez tobe dikim, divê ku tu li wî biborîne. Û şandiyan ji Xudan re gotin: Baweriya me zêde bike! Xudan got: Ger baweriya we wek libek xerdelê jî hebûya, weyê ji vê dara tûyê re bigotana: Ji kokê ve rabe û here, xwe di behrê de biçikîne! Û dê darê bi ya we bikira. Ma kî ji we, ger xulamekî wî hebe ku, şivantiyê an cotkariyê bike, gava ew ji zeviyê vegere malê, dê ji wî re bêje: Hema were û li sifrê rûne? Ma ew ê dêvla vêya ji wî re nebêje: Rabe, pişta xwe girêde, xwarina min amade bike, heta ku ez bixwim û vexwim, xizmeta min bike û pişt re tu jî bixwe û vexwe? Ma ew ê sipasiya xulam bike, ji ber ku wî wan tiştên ji wî re hatibûn emir dayîn, kiriye? Hûn jî bi vî awayî, dema we her tiştên ku ji we re hatiye emir dayîn, kirin, bibêjin: Em xulamên bêkêr in; me van karê ku li ser me deyn bûn, kirin! Û wusa bû ku, dema Îsa diçû Orşelîmê, di nava Samîriyê û Celîlê ve derbas dibû Û gava ew kete gundekî, deh mirovên bicizam ku, ji dûr ve sekinî bûn, rastî wî hatin. Û wan bi dengekî bilind bang kirin û gotin: Ya Îsa, ya Mamoste, dilovaniyê li me bike! Û gava Îsa wan dît, ji wan re got: Herin û xwe nîşanî kahînan bidin! Û wusa bû ku, gava hîn ew diçûn, ji gurîtiya xwe paqij bûn. Û gava yekî ji wan dît ku ew baş bû, vegeriya û bi dengekî bilind pesnê Xwedê da. Wî xwe li ber lingên Îsa avêt ser rûyê xwe û sipasiya wî kir û ew yekî Samîrî bû. Îsa bersiv da û got: Ma ne her deh hatine paqijkirin? Ka her nehên din li ku derê ne? Ma kesek ji viyê xerîb pê ve venegeriya, ji bo pesnê Xwedê bide? Îsa ji wî re got: Rabe ser xwe û here; baweriya te tu xelas kirî! Gava ku ji aliyê Fêrisiyan ve pirsa, dê Serweriya Xwedê kengê were? ji Îsa re hate pirsîn; wî bersiv da wan û got: Serweriya Xwedê mîna ku bi çavan ve bê dîtin nayê. Ne jî mirov dikarin bibêjin: A vay, li vir e! An jî: Li wir e! Ji ber ku a vay, Serweriya Xwedê di nava we de ye. Îsa ji şagirtan re got: Dê roj werin ku, hûn ê wê çaxê bixwazin ji rojên Lawê Mirov rojekê bibînin, lê belê hûn ê nikaribin bibînin. Û dê ji we re bêjin: A vay, li vê derê ye! û: A vay, li wê derê ye! Lê belê neçin û bi pey nekevin! Ji ber ku çawa birûsk ji aliyekî ezmanan ve dibiriqe û heta bi aliyê din ronahiyê dide, Lawê Mirov jî dê di roja xwe de ûsa be. Lê belê divê ew pêşiyê pirr êşan bikişîne û ji aliyê vî nifşê ve were red kirin. Di roja Nûh de rewş çawa bû, dê di rojên Lawê Mirov de jî ûsa bibe: Dixwarin, vedixwarin, jin dianîn û mêr dikirin, heta roja ku Nûh kete keştiyê û tofan rabû û hemûyan helaq kirin. Di rojên Lût de jî rewş ûsa bû: Dixwarin, vedixwarin, dikirîn, difirotin, diçandin û ava dikirin. Lê belê roja ku Lût ji Sodomê derket, ji ezmanan agir û kewkurd bariya û hemûyan helaq kirin. Dê di roja ku Lawê Mirov xuya bibe de jî, ûsa bibe. Wê rojê kesê ku li serê xanî be, bila ji bona tiştên xwe ji hundir bîne, neyê xwar û ew ê ku li nav zeviya xwe be, bila ew jî venegere! Pîreka Lût bînin bîra xwe! Her kesê ku bona xelaskirina canê xwe bixebite, dê wê winda bike; lê belê yê ku canê xwe winda bike, dê wê bijîne. Ez ji we re dibêjim: Di wê şevê de du kes dê di nav livînekê de bin; yek ji wan dê were birin û yê din were hiştin. Ji nav du pîrekên ku pev re genim dihêrin, dê ji wan yek were birin û ya din were hiştin. Dê di zeviyê de du zilam hebin, dê yek ji wan bê stendin, yê din jî bête hiştin. Û wan bersivê dan û ji Îsa re gotin: Ma li ku derê, ya Xudan? Û wî ji wan re got: Berate li ku derê be, qertel jî li wê derê dicivin. Û ji bo ku divê ew her tim dua bikin û tu carî ranewestin, wî wekokek ji wan re got: Di bajarekî de darazkirek hebû ku, ne ji Xwedê ditirsiya û ne jî ji mirovan dişermiya. Di wî bajarî de jinebiyek jî hebû ku, dihat cem darazkir û ji wî re digot: Heqê min ji dijminê min bistîne! Û darazkir demekê guh neda wê, lê belê pişt re ji xwe re got: Her çiqas ez ne ji Xwedê ditirsim û ne jî ji tu mirovî şerm dikim, dîsa jî ez ê rabim, heqê wê bidim wê ku, ji bo ev jinebiya her tim neyê û min neêşîne. Û Xudan got: De îcar bibihîzin ku, darazkirê neheq çi dibêje! Û her çiqas Xwedê bona wan bisebir be jî, ma qey dê mafê bijartiyên xwe, yên ku şev û roj feryadê jê re dikin, nestîne? Ez ji we re dibêjim: Ew ê heqê wan zû bistîne! Lê dîsa jî gava Lawê Mirov were, gelo ew ê baweriyê li ser rûyê erdê bibîne? Îsa ji kesên ku xwe rast dibînin û yên din hemûyan ji xwe ve kêm dibînin re vê wekoka jî got: Du mirov hilkişîn Perestgehê ku, dua bikin; yek ji wan Fêrisî bû û yê din bacgir bû. Yê Fêrisî rabû û ji xwe bi xwe re bi vî awayî dua kir: Ya Xwedê, ez sipasiyê ji te re dikim ku, ez ne wek mirovên din im: Rêbir, neheq, zînakar, an jî wek vî bacgirê hanê. Ez di heftiyê de du carî rojiyê digirim û deheka hemû qezenca xwe didim! Lê belê yê bacgir jî ji dûr ve rawestabû û ne dixwest ku çavên xwe jî ber bi ezmanan ve rake; wî li sînga xwe dixist û digot: Ya Xwedê, dilovaniyê li min gunehkarî bike! Ez ji we re dibêjim: Ev zilam ji yê din zêdetir salih hate hesibandin û çû mala xwe; ji ber her kesê ku xwe bi xwe bilind bike, dê were nizmkirin; lê belê kesê ku xwe nizm bike, dê were bilindkirin. Zarokên biçûk anîn cem Îsa ku, ew destê xwe deyne ser wan. Lê belê çaxê şagirtan ev yek dîtin, wan dengê xwe li wan hildan. Lê belê Îsa bangî wan kir ku, bên cem wî û got: Bihêlin, bila zarok bên cem min, pêşiya wan negirin; ji ber ku Serweriya Xwedê, ya yên ûsa ye. Bi rastî ez ji we re dibêjim: Kî Serweriya Xwedê wek zarokên biçûk qebûl neke, tu carî nakeve nav wê! Û serokekî ji Îsa re pirsa: Mamosteyê qenc, bona ku ez jiyana bêdawî mêras bigirim, divê ez çi bikim? pirsî. Îsa ji wî re got: Çima tu ji min re dibêjî qenc? Xeynî yekî tu kes ne qenc e, ew jî Xwedê ye! Tu emiran dizanî: Tuyê zinê neke! Kuştinê neke! Nedize! Şahdeyiya bi derewî neke! Qedrê dayik û bavê xwe bigire! Û wî got: Ji zarokantiya xwe ve min bi hemûyên van tiştan ve girtiye. Û gava Îsa vêya bihîst, ji wî re got: Hîn jî kêmasiyek te heye: Çi tiştên te yî hene, bifiroşe, li belengazan belav bike û dê li ezmanan xezîna te hebe û were, li pey min bimeşe! Lê belê çaxê wî ev tiştê hanê bihîst, zehf xemgîn bû, ji ber ku ew zehf dewlemend bû. Û gava Îsa dît ku, ew zehf xemgîn bû, got: Çiqas zehmet e ku, yên dewlemend bikevin Serweriya Xwedê! Ji ber ku derbasbûna devê di qula derziyê re hêsantir e, ji ketina dewlemend di Serweriya Xwedê de. Û yê ku vana bihîstin, gotin: Ger ûsa be, ma kî dikare xelas bibe? Lê belê Îsa got: Tiştên ku li cem mirovan ne mimkun in, li cem Xwedê mimkun in. Û Pêtrûs got: A vay, me her tiştên xwe hiştine û em li pey te hatine! Îsa ji wan re got: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Tu kes nîne ku ji bo Serweriya Xwedê dev ji xanî, an jin, an birayan, an dayik û bav, an zarokan berdabe, di vê dinê de gellek bêtir û di dinya ku bê de jiyana bê dawî nestîne! Û Îsa her Donzdeh girtin cem xwe û ji wan re got: A vay, em derdikevin Orşelîmê û hemû tiştên ku bi destê peyxamberan li ser Lawê Mirov hatine nivîsandin, dê bên cîhên xwe; ji ber ku dê wî bidin destên netewan, dê qerfên xwe bi wî bikin, dê heqaretê lê bikin û tûyî ser wî bikin, dê li wî bixin û wî bikujin û ew ê roja sisiyan dê biveje. Wan tuyên van tiştan fêhm nekirin; ev gotin ji wan re veşartî ma û tiştên ku hatin gotin fêhm nekirin. Û wusa bû ku, Îsa gava nêzîkî bajarê Erîhayê dibû, yekî kor li tenişta rê rûniştibû û parsê dikir. Û gava wî bihîst ku ajaweyek derbas dibe, pirsî û got: Ma ev çî ye? Lê vegerandin û gotin: Îsayê Nisretî derbas dibe. Yê kor qêriya û got: Ya Lawê Dawid Îsa, dilovaniyê li min bike! Û yên ku di pêşiyê de diçûn, bona ku ew devê xwe bigire, dengê xwe li wî hildan; lê belê ew hîn jî bêtir qêriya û got: Ya Lawê Dawid, dilovaniyê li min bike! Îsa sekinî, emir da ku, yê kor bînin cem wî û dema yê kor nêzîk bû, Îsa ji wî pirsî û got: Ma tu çi dixwazî ku, ez ji te re bikim? Wî got: Ya Xudan, bila çavên min bibînin! Îsa jî ji wî re got: Bila çavên te bibînin, baweriya te, tu xelas kirî! Û wî hema dît, li pey Îsa çû û pesnê Xwedê da û hemûyên ku vê yekê dîtin, rûmet dan Xwedê. Û Îsa kete Erîhayê û tê re derbas dibû. Û a vay, zilamek li wir hebû, navê wî Zexayo bû; ew serokê bacgiran bû û dewlemend bû. Wî dixwest ku Îsa bibîne, ka ew kî ye û ji ber ajawê nikarîbû, ji ber ku bejna wî kin bû. Wê çaxê, di pêşiya wan de beziya, çû ser dareke hêjîra bejik ku, Îsa bibîne; ji ber ku ew ê di wê rêyê de derbas bibûya. Û gava Îsa hat wê derê, li jor nihêrt û jê re got: Zexayo, bilezîne, were xwar! Ji ber ku divê îro ez li mala te bimînim! Wî lez kir, hat xwarê û bi şahî Îsa anî mala xwe. Gava ku wan ev yek dîtin, hemûyan kirin pitepit û gotin: Ew li cem mirovekî gunehkar bû mêvan! Lê belê Zexayo li pêş hemûyan rawesta û ji Xudan re got: Ya Xudan, a vay, ez nîvê malê xwe didim belengazan û ger min ji kesekî bi neheqî tiştek stendibe, ez çar qat bi şun de lê vedigerinîm! Îsa jê re got: Îro rizgarî gihaştiye vê malê, ji ber ku ew jî lawek ji yên Birahîm e; ji ber, Lawê Mirov hatiye ku, li yê windabûyî bigere û wî xelas bike. Gava wan guh didan van tiştan, Îsa wekokekî din got, ji ber ku nêzîkî Orşelîmê bû û wan texmîn dikirin ku, dê Serweriya Xwedê hema xuya bike. Ji ber vê yekê Îsa got: Zilamekî bi esil çû welatekî dûr ku, qiraltiyekê bistîne û dîsa vegere. Wî bangî deh xulamên xwe kir, deh mina da wan û got: Heta ku ez vegerim, bi vana bazirganiyê bikin! Lê belê welatiyên wî ji wî dikeribîn, li pey wî şandiyan şandin û gotin: Em naxwazin ku ev zilam li ser me bibe qiral! Û wusa bû ku, gava wî qiraletî stend û vegeriya, emir da ku, bangî wan xulamên ku wî pere dabû wan bikin, bona ew bizane ku her yekî ji wan çi bi ser xistine. Yê pêşî hat ber wî û got: Efendî, mina te deh minayên din bi ser xistine! Wî ji xulam re got: Aferîn xulamê qenc! Ji ber ku tu di ya hindik de ewledar bûyî, li ser deh bajaran bibe serwer! Yê duwemîn hat û got: Efendî, mina te pênc mina bi ser xistine! Û ji vî re jî got: Tu jî li ser pênc bajarî bibe serwer! Yekî din hat û got: Efendî, a vay mina te, min ew di nav destmalekê de pêçayî hilaniye! Lewma ez ji te tirsiyam, ji ber ku tu mirovekî tund î; tiştê ku te nedanî, tu radihêjî û tiştê ku te neçandî, tu didirûyî. Efendî ji wî re got: Ya xulamê xerab; ez ê te bi devê te daraz bikim! Madem ku te dizanîbû, ez zilamekî tund im, tiştê min nedanî, ez radihêjim, tiştê min neçandî, ez didirûm, wê demê çima te perê min neda serafan? Çaxê ez vegeriyam, min ê ew bi fayiza wan ve stendibana. Û ji yên ku li wê derê bûn re got: Mina ji wî bistînin û bidin wî yê ku deh minayên wî hene! Û wan ji wî re gotin: Ya efendî, deh minayên wî hene! Ji ber ku ez ji we re dibêjim: Yê ku ya wî hebe, dê jê re bê dayîn û yê ku ya wî tune be, tiştê di destê wî de jî, dê ji wî bête stendin. Lê belê wan neyarên min, yên ku ne dixwestin ez li ser wan bibim qiral, bînin vê derê û wan li ber min bikujin! Piştî Îsa van gotinan got, derket ser rê ku here Orşelîmê. Û wusa bû ku, gava ew nêzîkî Beytfacê û Beytanyayê, li qeraxa wî çiyayê ku jê re digotin Çiyayê Zeytûnê dibû, wî du şagirtên xwe şand û ji wan re got: Herin wî gundê pêşberî we û gava hûn bikevin nav gund, hûn ê dehşikeke girêdayî bibînin ku hîn tu kes lê siwar nebûye; wê vekin û bînin vir! Û ger kesek ji we bipirse: Çima hûn vê dehşikê vedikin? Hûn ê ûsa ji wî re bibêjin: Hewcedariya Xudan ji wê ve heye! Yên ku hatine şandin çûn û her tiştî, mîna gotina wî dîtin. Gava wan dehşik vedikirin, xwediyên dehşikê ji wan re got: Çima hûn dehşikê vedikin? Wan jî gotin: Hewcedariya Xudan ji wê ve heye! Dehşikê anîn cem Îsa û wan kincên xwe danîn ser dehşikê û Îsa li wê siwar kirin. Gava ew diçû, gel ji wî re kincên xwe li ser rê radixistin. Êdî gava ew nêzîkî serjêra Çiyayê Zeytûnê dibû, ajaweya şagirtên wî dest pê kir û bi dilxweşî û bi dengekî bilind pesnê Xwedê li ser wan hemû karên mezin, yên ku wan dîtibûn, didan û digotin: Qiralê ku bi navê Xudan tê, bila pîroz be! Bila li ezman aşitî û li bilindahiyan rûmet bibe! Û hinek ji Fêrisiyan yên ku di nav ajaweyê de bûn, ji Îsa re gotin: Ya Mamoste, dengê xwe li şagirtên xwe hilde! Û wî bersiv da û ji wan re got: Ez ji we re dibêjim: Ger ew bêdeng bimînin, dê kevir dengê xwe hildin! Û gava Îsa nêzîk bû, bajar dît û li ser wî giriya û got: Xwezîka te îro di vê roja xwe de ew tişt zanîbana, yên ku ji bo dilxweşiya te ne! Lê belê niha ew ji ber çavên te hatine veşartin. Ji ber, rojên dê bi ser te de bên ku, neyarên te dê li dora te çeperan çêkin û hawirdora te bigirin, ji her alî ve te bidin tengahiyê û dê te û zarokên te yên di nav te de li erdê bixin û ew ê di nav te de kevirek li ser kevirekî nehêlin, ji ber ku te wextê serdana xwe nas nekir! Îsa kete Perestgehê dest pê kir, yên ku tê de kirîn û firotinê dikirin, avêt derve û ji wan re got: Hatiye nivîsandin: Mala min dê bibe mala duayê, lê belê we wê kirine şkefta rêbiran! Îsa her roj di Perestgehê de hîn dikir. Lê belê serokên kahînan û alimên zagonê û mezinên netewê lê digeriyan ku, wî bikujin, lê belê wan nikarîbûn tiştekî bibînin ku bi wî bikin, ji ber ku hemûya gel ji dil guh didan wî. Û wusa bû ku, rojek ji rojan, gava wî di Perestgehê de hînî gel dikir û waz a Mizgîniyê dida, serokên kahînan, alimên zagonê û kalepîran tev de bi ser de hatin û ji wî re gotin: Ji me re bibêje, tu van tiştan bi çi rayedariyê ve dikî? An jî yê ku vê rayedariyê daye te kî ye? Îsa bersiv da wan û ji wan re got: Ez jî tiştekî ji we bipirsim, ka ji min re bêjin: Vaftîza Yehya ji ezmanan bû, an ji mirovan bû? Ew bi hev û din re şêwirîn û gotin: Ger em bêjin: Ji ezmanan e, ew ê bibêje: Çima we ji wî bawer nekirin? Û ger em bêjin: Ji mirovan e, tevahiya gel dê me bidine ber keviran, ji ber ku wan qenc bawer kirine ku Yehya peyxamber e! Û wan bersiv dan: Em nizanin ji ku derê ye. Îsa ji wan re got: Ez jî ji we re nabêjim ku ez van tiştan bi kîjan rayedariyê ve dikim. Îsa dest pê kir û ji gel re vê wekokê got: Mirovekî rezek çand, ew bi kirê da rezvanan û ji bo wextekî dirêj çû welatekî din. Û di demsala rez de wî xulamek şand cem rezvanan ku, ji berê rez bidine wî. Lê belê rezvanan li wî xistin û destvala şandin. Û wî xulamekî din şand, wan li wî jî xistin û riswa kirin û destvala şandin. Yê sisiyan jî şand, ew jî birîndar kirin û avêtin derve. Xwediyê rez jî got: Gelo ez çi bikim? Ez ê lawê xwe yî delal bişînim; dibe ku ew ji wî şerm bikin! Lê belê dema ku rezvanan wî dîtin, bi hev û din re şêwirîn û gotin: Ev mêrasker e! De werin, em wî bikujin ku, mêras ji me re bimîne! Û wî avêtin derveyî rez û kuştin. Ma îcar dê xwediyê rez çi bi wan bike? Ew ê bê, van rezvanan helaq bike û dê rez bide hinekên din. Gava wan ev yek bihîstin, gotin: Xwedê neke! Lê belê Îsa li wan nihêrt û got: Wê çaxê, vêya hatiye nivîsandin çî ye? Ew kevirê ku hosteyan red kirin, bû kevirê serê quncikê! Her kesê ku bi ser wî kevirî de bikeve, dê ew wî perçe bike û ew bi ser kî de bikeve, dê wî mîna tozê hûr bike! Alimên zagonê û serokên kahînan xwestin ku di wê gavê de dest bavêjin wî, ji ber wan fêhm kirin ku Îsa vê wekoka, li ser wan anî ziman, lê belê ew ji gel tirsiyan. Û çavên wan lê bû ku, ji bo ew wî bi gotina wî têxin kemînê; zilamên ku di dîtinê de xwe rast xuya dikin, sîxur şandin cem wî ku, wî bigirin û bidin rayedarî û darazkirina walî. Wan ji wî pirsîn û gotin: Ya Mamoste, em dizanin ku tu ya rast dibêjî û didî hînkirinê, tu qet rûmetiyê ji tu kesî re nakî, lê belê tu rêya Xwedê bi rastî hîn dikî. Îcar, ma ji me re caiz e ku em bacê bidin Qeyser, an na? Lê belê Îsa bi fenekiyên wan hesiya û ji wan re got: Çima hûn min diceribînin? Ka dînarekî nîşanî min bidin! Ma ew sûret û nivîsîna li ser yên kî ne? Wan got: Yên Qeyser in. Îsa jî ji wan re got: Madem ku ûsa ye, tiştên Qeyser, bidin Qeyser û tiştên Xwedê, bidin Xwedê! Wan nikarîbûn wî ji pêş gel ve bi gotina wî têxin kemînê; ji bersiva wî ecêb man û devê xwe girtin. Hinek ji Sadûqiyên ku digotin, qiyamet tune, hatin ji wî pirsîn û gotin: Ya Mamoste, Mûsa ji me re nivîsandiye: Ger birayê zilamekî zewicî bimire û ew bê zarok be, bila birayê wî, pîreka wî bistîne û zuriyetê ji birayê xwe re rake. Niha heft bira hebûn. Yê pêşî pîrek anî û bê zarok mir. Yê duwemîn jî ew pîrek stend û bê zarok mir. Û yê sêwemîn jî ew pîrek stend û bi vî awayî her heftan zarok li pey xwe nehiştin û mirin. Pişt re pîrek jî mir. Ma wê çaxê di roja qiyametê de, dê pîrek bibe pîreka kîjanî ji wan? Ji ber ku her heftan jî wê stendibûn. Îsa jî ji wan re got: Zarokên vê dinê jinan tînin û mêran dikin, lê belê ewên ku liyaqî gîhandina dinya din û vejîna miriyan bibin, ne jinan tînin û ne jî mêran dikin; ji ber ku ew careke din nikarin bimirin, ji ber ew mîna milyaketan in; ew zarokên Xwedê ne, ji ber ku ew zarokên vejînê ne. Lê belê Mûsa jî di birra Deviyê de, bi gotina: Xwedayê Birahîm û Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûp, bangî Xudan kir û ji nû ve rabûna miriyan da xuyakirin. Ew ne Xwedayê miriyan, lê belê yê zindiyan e; ji ber ku hemû bona wî dijîn. Û hinekan ji alimên zagonê bersiv dan û gotin: Ya Mamoste, te qenc got! Ji ber ku êdî wan qet nediwêrîn ku tiştekî ji wî bipirsin. Îsa ji wan re got: Çawa dibêjin ku Mesîh Lawê Dawid e? Ji ber ku Dawid di pirtûka Zebûrê de dibêje: Xudan ji Xudanê min re got: Heta ku ez neyarên te ji lingên te re pêlik deynim, li rastê min rûnê! Nuha, ger Dawid, bi gotina Xudan bangî wî bike, ew dê çawa bibe lawê wî? Û gava hemûya gel guh didanê, wî ji şagirtên xwe re got: Bila hayê we ji alimên zagonê ve hebe, yên ku dixwazin bi qeftanên dirêj bigerin û hez dikin ku di sûkan de gel silavê bidin wan û di keniştan de li ser kursiyên pêşî rûnin û cîhên pêşî li ser ziyafetan bigirin; ew malên jinebiyan dadiqurtînin û ji bo ku bên dîtin, duayên xwe dirêj dikin; dê vana bikevin bin daraziya hîn jî mezintir! Dema Îsa çavê xwe rakir û nihêrt, dewlemendên ku diyariyên xwe davêjin xezîneyê dît. Lê belê wî jinebiyek belengaz ya pûlikî davêje wir jî dît. Û Îsa got: Ez bi rastî ji we re dibêjim: Vê jinebiya belengaz ji wan hemûyan bêtir avête nav! Ji ber ku vana hemûyan ji tiştên ku ji wan zêde bûn, avêtin nav diyariyan, lê belê vê pîrekê ji xizaniya xwe rizqê xwe hemû avête nav. Û gava ku hinekan gotin, Perestgeh bi kevirên sipehî û bi diyariyan hatiye xemilandin, Îsa got: Heçî ev tiştên ku hûn dibînin, dê roj bên ku hingê li vê derê kevir li ser kevir namîne ku nayê hilweşandin! Wan jî ji Îsa pirsiyan û gotin: Ya Mamoste, ma îcar ev tiştê hanê dê kengê biqewimin û çaxê ev tiştan li ber qewimandinê bin, nîşana wan çî ye? Îsa jî got: Hay ji xwe hebin ku hûn neyên xapandin! Ji ber ku gellekan dê bi gotinên: Ez ew im! Û: Wext nêzîk bûye! bi navê min ve werin; li pey wan neçin! Gava hûn bibihîzin ku qala şer û binavhevketinan bê kirin, metirsin, ji ber hewce ye ku pêşiyê vana biqewimin, lê belê hema dawî nayê. Wê gavê ji wan re got: Dê netew li dijî netewê û qiraletî li dijî qiraletiyê serî hilde û dê zelzeleyên mezin û li cîh cîhan xela û jana zirav çêbibin û tiştên tirsehêz û nîşanên mezin dê li ezmanan bibin. Lê belê ji berî van hemû tiştan dê dest bavêjin we û ew ê ji ber navê min we bidin destê kenişt û hepsan, dê we bibin ber qiral û waliyan û dê we bidin tengasiyê. Ev tişt dê biqewimin ku hûn şahdeyiyê bona min bikin. Ji ber vê yekê, ji pêşî ve bixin dilên xwe ku hûn nefikirin, hûn ê çi bersivê bidin; ji ber ku ez ê dev û ziman û zanyariyê bidim we ku neyarên we nikaribin li ber we biaxifin an jî bisekinin. Lê belê hûn, hûn ê heta ji aliyê dayik û bav, bira, meriv û hevalan ve, bi dest ve bêne dayîn û dê ji we hinekan bikujin. Ji ber navê min her kes jî dê ji we bikerihin. Û mûyek ji serê we winda nabe. Hûn ê bi sebirkirinê canên xwe qezenc bikin! Lê belê gava hûn bibînin ku hawirdora Orşelîmê bi leşkeran tê girtin, bizanin ku xerabûna wê nêzîk e. Wê demê, yên ku di Cihûstanê de ne, bila birevin çiyan! Û yên ku di bajêr de ne, bila jê derkevin! Û yên ku li çolê ne, bila nekevin hundirê bajêr! Ji ber ku ev ew rojên tolhildanê ne, da ku heçî tiştên hatine nivîsandin, bên cîhên xwe. Wey li serê wan, yên ku di wan rojan de ducanî û bişîr in! Ji ber ku dê tengasiyek mezin were ser welêt û xezeb bê ser vî qewmî. Ew ê bikevin ber devê şûr, bi dîlî dê bên birin nav hemû neteweyan û heta dema neteweyan biqede, dê Orşelîm di bin lingên wan de biperçiqe. Li ser roj, heyv û stêrkan dê nîşan çêbibin û li ser erdê ji ber xuşîn û mişîna pêlên behrê, dê gel bibizdin û şaş bibin. Ew mirovên li hêviya wan tiştên ku bên serê dinê disekinin, ji tirsan dê dilê wan bibihûre; ji ber ku hêzên ezmanan dê bihejin. Û wê gavê dê bibînin ku Lawê Mirov, bi qudret û bilindahiya mezin ji ewrekî tê. Lê belê dema van bûyeran dest pê bikin, li jor binihêrin û serê xwe bilind bikin; ji ber ku xelasiya we nêzîk bûye. Û Îsa wekokekê ji wan re got: Li dara hêjîrê û li hemû darên din binihêrin! Gava ew bipişkivin, hûn dibînin û hûn ji ber xwe dizanin ku êdî havîn nêzîk e. Bi vî awayî, çaxê hûn jî bibînin ku ev tiştên hanê diqewimin, bizanin ku Serweriya Xwedê nêzîk e. Bi rastî ez ji we re dibêjim: Ev nifş nabihûre, heta ev tiştên hanê hemû neyên cîhê xwe. Erd û ezman dê bibihûrin, lê belê gotinên min nabihûrin. Lê belê li xwe miqate bibin ku, bi xwarina zehfî û serxweşîtiyê û bi xemên vê jiyanê dilê we giran nebe û ew roj ji nişka ve wek dafikekê bi ser we de neyê! Ji ber ku dê ew bi ser wan hemûyên ku li ser rûyê erdê dimînin de were. Lê belê her gav dua bikin û hişyar bimînin, ji bo ku hûn bikarin, ji ber van hemû tiştên ku dê biqewimin, birevin û li ber Lawê Mirov rawestin! Û Îsa bi roj di Perestgehê de dida hînkirinê û bi şev derdiket, diçû wî çiyayê ku jê re Çiyayê Zeytûnê tê gotin, şeva xwe dibuhurand. Û hemûya gel sibê zû dihatin nav Perestgehê cem wî ku, guhdariya wî bikin. Cejna Nanê Bêhavên, ya ku jê re Fisih tête gotin, nêzîk dibû. Serokên kahînan û alimên zagonê lêkolînê dikirin ka çawa rêyekê bona kuştina Îsa bibînin; ji ber ku, ji gel ditirsiyan. Û Îblîs ket Cihûdayê ku, ji Donzdehan bû û jê re yê Îsxeryotî dihat gotin. Û ew rabû, çû cem serokên kahînan û fermandaran, ew bi wan re kete axaftinê, ka dê ew çawa Îsa bide destê wan. Ew şa bûn û bi wî re li hev hatin ku, ew pere bidin wî. Ew jî razî hat û li keysekê digeriya ku, bêyî civaka ajawe wî bide destê wan. Roja Nanê Bêhavên, ya ku hewca jêkirina berxê goriya Fisihê dike, hat. Îsa Pêtrûs û Yûhena şand û ji wan re got: Herin, şîva Fisihê, ji me re amade bikin ku em bixwin! Wan jî gotin: Ma tu dixwazî, em wê li ku derê amade bikin? Îsa jî ji wan re got: A vay, gava hûn bikevin bajêr, dê zilamekî ku bi cerê ve avê dikişîne rastî we were; hûn jî li pey wî bikevin xaniyê ku ew ê bikevê û ji xwediyê malê re bêjin: Mamoste ji te dipirse: Ka ew odeya ku ez ê tê de, bi şagirtên xwe re şîva Fisihê bixwim, li ku derê ye? Û ew ê li qata jor odekê mezin ya raxistî nîşanî we bide; li wê derê amade bikin! Ew çûn, wan her tiştî mîna ku Îsa ji wan re gotiye, dîtin û Fisihê amade kirin. Û gava dema xwarinê hat, Îsa bi şandiyan re, li sifrê rûnişt û ji wan re got: Hîn ji berî ku ez eziyetê bikişînim, dilê min pirr xwest ku ez bi we re vê Fisihê bixwim. Ji ber ku ez ji we re dibêjim: Heta ku di Serweriya Xwedê de pêk neyê, ez ê dîsa ji vê nexwim. Û wî kasekê rahişt, şikir kir û got: Vêya bigirin û di nava xwe de par bikin! Ji ber ku, ez ji we re dibêjim: Heta Serweriya Xwedê neyê, ez êdî ji zadê mêwê venaxwim. Û wî rahişt nan, şikir kir, şikand; da wan û got: Ev bedena min e, ya ku di ber we de dê bête dayîn; vêya ji bo bîranîna min bikin! Paşî xwarinê, bi gotina: Ev kase, Peymana nû ya ku bi xwîna min ya bona we dirije ye, bi eynî awayî kasê jî da wan. Lê belê a vay, destê wî kesê ku min bide dest, bi min re, li ser sifrê ye. Ji ber, Lawê Mirov, mîna ku biryar hatiye dayîn diçe; lê belê wey li wî kesê ku, bi navgîniya wî bi dest ve bête dayîn! Û hemû şagirtan dest pê kir û ji hev pirsîn, kesê vî karî bike, ji nava wan ka kî ye? Keftûleftî kete nav wan, ka kî ji nav wan yê mezintir e. Îsa ji wan re got: Qiralên neteweyan rayedariyê li ser wan dikin û yên ku zordariyê li wan dikin, dihêlin ku ji wan re qencîxwaz bê gotin. Hûn ê ûsa nebin; lê belê bila yê herî mezin di nav we de wek yê herî biçûk û yê serok wek yê xulam be. Ji ber ku, ma yê mezintir kî ye? Gelo yê li sifrê rûdine, an yê xizmetê dike? Ma ne yê li sifrê rûdine, mezintir e? Lê belê heçî ez im, ez di nav we de wek xizmetkarekî me. Lê belê yên ku di ceribandinên min buhirandine de, tevî min xwe ragirtine hûn in. Û mîna ku Bavê min serweriyê daye min, ez ê jî di serweriya xwe de bona ku hûn bixwin û vexwin û serweriyê li donzdeh nîjadê Îsraêlê bikin û li ser textan rûnin, serweriyekê bidim we. Şîmûn, ha Şîmûn! A vay, Îblîs xwest ku we mîna genim li bêjingê bixe; lê belê min ji bo te dua kir ku, ji bo baweriya te neçike û çaxê tu dîsa vegerî, birayên xwe xurttir bike!\n Lê belê wî ji Îsa re got: Ya Xudan, ez amade me ku bi te re him herim girtîgehê û him jî mirinê! Îsa got: Pêtrûs, ez ji te re dibêjim: Heta ku tu sê carî min înkar nekî, dê îro dîk neure! Û Îsa ji wan re got: Dema min we bê xelîtk, tûr û pêlav şandin, ma hewcedariya we ji tiştekî re bû? Wan gotin: Na, hewcedariya me ji tu tiştî re nebû! Îsa ji wan re got: Lê belê bila niha, ew ê ku xelîtka wî hebe, bila wê hilgire, yê ku tûrê wî hebe jî, bila wî hilgire û ew ê ku bê şûr be, bila kincên xwe bifiroşe û ji xwe re şûrekî bikire. Ji ber ku, ez ji we re dibêjim: Hewce dike ku ev ya bi gotina: Û ew bi gunehkaran re yek hate hesibandin, hatiye nivîsîn di min de biçe serî; ji ber, hewce dike ku gotina di derheqê min de were cîh! Wan gotin: Ya Xudan, a vay, du şûr li vir hene! Wî jî ji wan re got: Êdî bes e! Û ew derket û mîna adeta xwe çû Çiyayê Zeytûnê, şagirtên wî jî li pey wî çûn. Gava Îsa gîhaşt wê derê, wî ji wan re got: Dua bikin ku, hûn nekevin ceribandinê! Û pişt re bi dûrbûna avêtina kevirekî ji wan dûr ket, çû ser çokan, dua kir û got: Ya Bavo, ger tu bixwazî, vê kaseyê ji min derbas bike; lê belê dîsa jî bila daxwaza te be, ne ya min! Di vê gavê de milyaketek jê re ji ezmanan xuya bû û quwet da wî. Û dema ew di berxwedanek dijwar de bû, bi germiyek hîn jî zêdetir dua kir; xwêdana wî wek dilopên xwînê yên gir ku dikevin ser erdê bû. Dema ew ji duê rabû, li şagirtên xwe vegeriya û dît ku ew ji keserê di xew de çûne. Wî ji wan re got: Çima hûn di xew de diçin? Rabin û dua bikin ku, hûn nekevin ceribandinê! Îsa hîn di axaftinê de bû, a vay, ajaweyek û di pêşiya wan de Cihûda, yê ku yek ji Donzdehan bû, bi ser wan de hat û Cihûda ber bi Îsa ve hat ku wî ramûse. Lê belê Îsa ji wî re got: Cihûda, ma tuyê bi ramûsanekê Lawê Mirov bide dest? Gava wan, yên li dora wî bûn dîtin, ka dê çi bibe, wan gotin: Ya Xudan, ma em bi şûr lêxin? Û yekî ji wan li xulamê Serokkahîn xist û guhê wî yê rastê jê xist. Lê belê Îsa bersiv da û got: Bes e, ewqas! Wî destê xwe danî ser guhê xulam û wî baş kir. Îsa ji serokên kahînan, serwerên Perestgehê û kalepîrên ku bi ser wî ve hatine re got: Ma hûn ûsa bi şûr û daran wekî ku li dijî rêbirekî be hatine? Gava ez her roj di Perestgehê de di nav we de bûm, rojekê we destê xwe li min ranekirin; lê belê ev saeta we ye û qudreta tariyê ye! Îsa girtin û anîn mala Serokkahîn. Pêtrûs jî ji dûr ve li pey wî diçû. Gava di hewşa xanî de agir dadan û li dorê rûniştin, Pêtrûs di nav wan de rûnişt. Û pîrekeke berdestî jî ew li ber êgir dît, wê çav lê zûr kir û got: Ev zilam jî bi wî re bû! Lê belê Pêtrûs înkar kir û got: Ya pîrekê, ez wî nas nakim! Paşê demekê din, yekî din ew dît û got: Tu jî yek ji wan î! Lê belê Pêtrûs got: Na, ya mirovo, ez ne ji wan im! Gava nêzîkî saetekê di wê navê de derbas bû, yekî din jî rabû û ji dil got: Bi rastî ev zilam jî bi wî re bû, ji ber ku ew ji Celîlê ye! Lê belê Pêtrûs got: Ya zilamo, ez fêhm nakim, ka tu çi dibêjî! Hîn ew diaxifî, dîk uriya. Û Xudan zivirî, li Pêtrûs nihêrt û gotina Xudan hate bîra Pêtrûs, çawa ku ji wî re gotibû: Îro berî ku dîk biure, tuyê sê carî min înkar bikî! Û Pêtrûs derket derve û bi êş û jan giriya. Zilamên ku bi Îsa girtibûn, qerfên xwe bi wî kirin û lêxistin. Wan çavên wî girêdan, ji wî pirsîn û gotin: De ka peyxambertiyê bike, yê ku li te xist kî ye? Û wan hîn jî bêtir ji wî re kufr kirin. Gava bû roj, kalepîrên gel, serokên kahînan û alimên zagonê li hev civiyan û wî anîn Civata Netewî û gotin: Ger tu Mesîh î, ji me re bibêje! Lê belê Îsa ji wan re got: Ger ez ji we re bibêjim, hûn bawer nakin û ger ez ji we bipirsim, hûn bersiva min nadin. Lê belê ji niha pê ve Lawê Mirov dê li aliyê rast yê qudreta Xwedê ve rûniştî be. Û hemûyan bi hev re ji wî pirsîn: Ma wê demê, tu Lawê Xwedê yî? Wî jî ji wan re got: Hûn bi xwe dibêjin ku ez ew im! Wan jî got: Ma êdî çi hewcedariya me bi şahdeyan re heye? Ji ber ku me bi xwe ji devê wî bihîst! Û tevahiya civakê rabû ser xwe û wî birin ber Pîlato. Û dest bi giliyê wî kirin û gotin: Me dîtin ku, çawa vî zilamî gelê me ji rê derdixist, ne dihişt ku baca Qeyser bê dayîn û ji xwe re dibêje ku ew Mesîh, Qiral e. Pîlato ji wî pirsî û got: Ma tu Qiralê Cihûdan î? Îsa bersiv da wî û got: Mîna ku tu dibêje yî! Pîlato ji serokên kahînan re û ji ajaweya gel re got: Ez tu sûcên vî mirovî nabînim! Lê belê ew li ser ya xwe man û gotin: Vî mirovî gel di seranserê Cihûstanê hemûyî de, ji Celîlê û heta vir bi hînkirina xwe rakiriye ser piyan! Gava Pîlato ev bihîst, wî pirsî û got: Ma ev mirov ji Celîlê ye? Û gava hîn bû ku ew ji wê dera ku di bin destê Hêrodês de ye, wî ew şand cem Hêrodês; Hêrodês bi xwe jî di van rojan de li Orşelîmê bû. Lê belê gava Hêrodês Îsa dît, ew gellekî şaş bû, ji ber ku hîn ji zû ve wî dixwest ku wî bibîne; ji ber ku wî pirr tişt di derheqê wî de bihîstibû û hêvî dikir ku, ew li ber wî ve kerametekê bike. Wî jî gellek pirs li ber Îsa danî, lê belê Îsa tu bersivî neda wî. Serokên kahînan û alimên zagonê li ser piyan rawestan û giliyên xwe li ser wî kirin. Hêrodês û leşkerên wî, wan hemûyan ew bêqedir kirin û qerfên xwe bi wî kirin; wan kinceke spehî yê biçirawîsk lê kirin û dîsa wî vegerandin cem Pîlato. Di wê rojê de Pîlato û Hêrodês bûn hevalê hev; ji ber ku berî vêya neyartî di nava wan de hebû. Pîlato bangî serokên kahînan, serokan û gel kir û ji wan re got: We vî mirovî, wekî yekî ku gel ji rê ve derdixîne ji min re anîn û a vay, min li ber we wî kişand pirsiyariyê û di vî zilamî de ji tiştên ku we gilî kirine sûcekî nedît; Hêrodês jî nedîtiye; ji ber ku ûsa ye, wî ew li me vegerand û a vay, vî mirovî tiştekî nekiriye ku bihaya wî kuştin be. Ji ber vê yekê ez ê wî bidim ber qamçiyan û berdim! Lê belê Pîlato hewce bû ku, di her cejnê de girtiyekî bona wan berdana. Lê belê koma ajaweyê bi dengekî kire qêrîn û got: Vî ji ber çavê me rake, Barabas ji me re berde! Ew ji bona serîhildanekê ku li bajêr derxistibû û bona mêrkuştinê avêtibûn girtîgehê. Lê belê Pîlato, careke din bi wan re axifî, ji ber wî dixwest ku Îsa berde. Lê belê wan kirin qêrîn û gotin: Wî xaç bike, wî xaç bike! Û Pîlato cara sisiyan ji wan re got: Ka vî mirovî çi xerabiyê kiriye? Min tu sûcê ku bihayê wî kuştin be, li ser wî nedîtiye; ji ber vê yekê, ez ê wî bidim ber qamçiyan û berdim. Lê belê dîsa ew li ser ya xwe diman û bi qêrîneke bilind dixwestin ku ew bê xaçkirin û dengê wan bi ser ve ket. Pîlato biryara xwe da, ji bo ku daxwaza wan bê cîh. Wî, zilamê ku ji ber serîhildanekê û mêrkujiyê avêtibûn girtîgehê, yê ku bi dilê wan bû, berda û Îsa bi daxwaziya wan ve berda. Gava wan ew dibirin, wan Şîmûnê Kûrênê, yê ku ji zeviyê vedigeriya girtin û xaçê li pişta wî kirin ku, ew wê li pey Îsa bibe. Li pey wî jî komeke mezin ji gel dihat, di nav wan de pîrek jî hebûn ku li sînga xwe dixistin li ser Îsa digiriyan. Îsa li wan zivirî û ji wan re got: Ya keçên Orşelîmê, li ser min negirîn; lê belê li ser xwe û zarokên xwe bigirîn! Ji ber ku dê rojên werin ku, mirov ji xwe re bêjin: Xwezî bi yên ku bê ber in û bi wan rehmên ku zarok neanîne û bi wan memikên ku nemêjandine! Ji ber ku wê demê dê mirov dest pê bikin û ji çiyan re bêjin: Bi ser me de bikevin! Û ji giran re bêjin: Me veşêrin! De îcar ger mirov ûsa bi serê dara ter dike, ma dê rewşa dara hişk çi bibe? Û du zilamên din jî, yên ku sûcdar bûn, dibirin ku ew jî bi wî re bên kuştin. Û gava ew gîhaştin cîhê ku ji wir re digotin Qoq, wan ew bi herdu sûcdaran re, yek li milê wî yî rastê û yê din jî li milê wî yî çepê, xaç kirin. Îsa got: Bavo, li wan bibexşîne, ji ber ew nizanin ku çi dikin! Wan jî kincên wî bi pişkê, di nava hev de par kirin. Gel li wê derê sekinîbû û temaşe dikirin. Serokan jî qerfên xwe bi wî dikirin û digotin: Wî kesên din xelas kirin, ger ew Mesîhê bijartiyê Xwedê ye, bila xwe xelas bike! Leşkeran jî qerf û henekên xwe pê dikirin, nêzîkî wî bûn û sîrkê jê re anîn û gotin: Ger tu qiralê Cihûdan î, ka xwe xelas bike! Li ser wî jî bi tîpên Yewnanî, Latînî û Îbranî ev nivîs hebû: QIRALÊ CIHÛDAN EV E. Yekî ji wan sûcdarên daliqandî jî, ji wî re kufr kir û got: Ma tu ne Mesîh î? Ka xwe û me xelas bike! Lê belê yê din bersivê da wî, pê re xeyidî û got: Çawa ku tu jî di bin eynî daraziyê de yî, gelo tu ji Xwedê natirsî? Û bi rastî em li gor heqê, ji ber, em cezayê ku liyaqî kirinên me ye dikişînin; lê belê wî, tu neheqî nekiriye! Û wî ji Îsa re got: Ya Xudan, dema tu bigehêjî Serweriya xwe, min di bîra xwe de bîne! Îsa jî jê re got: Bi rastî ez ji te re dibêjim: Tuyê îro bi min re di cenetê de bî! Gava saet nêzîkî şeşan bû, rojê tarîtî girt û tarîstanî heta bi saet nehan kete ser hemûya welêt û perda Perestgehê ji navê ve çiriya. Îsa bi dengekî bilind kir qêrîn û got: Bavo, ez ruhê xwe dixim nav destên te! Û piştî ku wî vêya got, ruhê xwe da. Gava serpel tiştê ku qewimî dît, wî pesnê Xwedê da û got: Bi rastî ev mirova, mirovekî rast bû! Û hemûya gel, yên ku bona vê temaşeyê civiyabûn, gava dîtin ku çi dibû, li sînga xwe xistin û vegeriyan. Hemû nasên wî jî tev wan jinên ku ji Celîlê, li pey wî hatibûn, ji dûr ve sekinîbûn û ev tiştên hanê temaşe dikirin. Û a vay, zilamek endamê Civata Netewî hebû, navê wî Ûsiv bû; ew mirovekî qenc û rast bû; ev mirov bi xwestin û kirina wan ve razî nehatibû; ew ji Arîmetya, bajarekî Cihûdan bû û li hêviya hatina Serweriya Xwedê bû; ew çû cem Pîlato û cesedê Îsa ji wî xwest. Gava wî ji xaçê ve daxist xwarê, wî ew di nav cawekî de pêça û ew xiste goreke ku di latekê de hatibû kolan, ya ku hîn kesek tê de nehatibû veşartin. Ew roj, roja Amadekirinê bû û roja Sebtê dest pê dikir. Ew jinên ku ji Celîlê bi wî re hatibûn, li pey çûn, wan gor û çawa cesedê wî tê de hat danîn, dîtin. Û vegeriyan û bixûr û rûnê bêhnxweş amade kirin. Û roja Sebtê li gor emrê rawestiyan. Lê belê pîrekan, roja pêşî ya heftê, hîn sibehê zû, bixûrên ku amade kiribûn anîn û hatin gorê. Lê belê wan dîtin ku kevirê ser gorê ji cîhê xwe gindiriye. Û gava ew çûn nava wê, wan cesedê Xudan Îsa nedîtin. Û wusa bû ku, gava ew ji ber vê yekê li xwe şaş diman, ji nişka ve du zilamên ku şewq ji cilên wan diçû li cem wan rawestiyan. Û pîrekan çawa ku tirsiyabûn û wecên xwe bera erdê dabûn; zilaman ji wan re gotin: Çima hûn yê zindî di nav miriyan de digerin? Ew ne li vê derê ye, lê ew rabûye! Bînin bîra xwe, wî çi ji we re digot, gava ku ew hîn li Celîlê bû: Divê Lawê Mirov bidin destên gunehkaran, bê xaçkirin û roja sêwemîn biveje. Pîrekan jî gotinên wî anîn bîra xwe û ji ser gorê vegeriyan û çûn, ji her Yanzdehan û ji hemûyên din re her tiştî gotin. Ev in, yên ku xeber ji şandiyan re anîn: Meryema Mejdelanî û Yohana û Meryema diya Aqûp û hinên dinî ku bi wan re bûn. Ev yek li ber çavên şandiyan mîna çîrokeke pûç hate xuyakirin û wan ji pîrekan re bawer nekirin. Lê belê Pêtrûs rabû ser xwe û bi lez çû ser gorê; gava wî xwe bi ser de xwar kir, wî jî cawên kitanî pê ve tu tiştê din nedît û ew bi vî tiştê bûyî ecêb ma û çû mala xwe. Û a vay, dîsa wê rojê, du kesên ji wan, diçûn gundê ku ji Orşelîmê ve di dûrbûna şêst tîr avêtinê de dûr e û jê re Emwas tête gotin. Û ew di derheqê hemû van karên ku bûyîne de pev re diaxifîn. Û wusa bû ku, gava ew hîn diaxifîn û ji hev û din dipirsiyan, Îsa bi xwe nêzîk bû û bi wan re meşiya. Lê belê çavên wan hatibûn girtin ku ew wî nas nekin. Wî ji wan re got: Ev gotinên ku hûn di rê de ji hev û din re dibêjin çi ne û çima hûn wusa xemgîn in? Yekî ji wan, yê ku navê wî Klêpas bû, bersiv da û jê re got: Ma tuyê bi tenê yî ku, li Orşelîmê dimîne û nizane ku li wê derê, di van rojan de çi bûye? Û wî ji wan re got: Ma kîjan tişt? Û wan jê re gotin: Ew tiştên ku li ser Îsayê Nisretî, yê ku peyxamber bû û bi gotin û kirinê li ber Xwedê û hemûya gel bi qudret bû û çawa serokên kahînan û mezinên me wî dan dest, ji bona daraziya kuştinê li ser derkeve û wan ew xaç kir. Lê belê me hêvî dikirin ku, yê Îsraêlê xelas bike ew be. Lê belê ji xeynî van hemûyan jî, a vay, îro roja sêwemîn e ku ev tişt bûne! Ji xeynî vêya hinek pîrekên ji nav me jî, hîn sibehê zû li ser gorê bûn û dema wan cesedê wî nedîtin; ew vegeriyan û ka wan li wir çawa xewn û xeyalê milyaketên ku gotine; ew dijî! dîtine ji me re gotin û me şaş û metal kirin. Pişt re hinek ji yên ku bi me re ne, çûn ser gorê û wan jî ew tişt ûsa, mîna ku pîrekan gotibûn, dîtin; lê belê wan ew bi xwe nedîtin. Û wî ji wan re got: Hey li we bêhişan, yên ku bi dilgiranî baweriyê bi wan hemû tiştên ku peyxamberan gotiye, tînin! Ma ne hewce bû ku, Mesîh van eziyetan bikişîne û here nav rûmeta xwe? Wî ji Mûsa û hemû peyxamberan dest pê kir û ji wan re her tiştên ku li ser wî, di hemû Nivîsên Pîroz de hatibûn nivîsandin, da ronahî kirin. Û dema nêzîkî wî gundê ku ew diçûnê, bûn, wî da xuyakirin, mîna ku ew ê hîn jî bi rê ve biçe. Û wan zorê dan wî û jê re gotin: Li cem me bimîne, ji ber ku ber bi êvarê ye û rojê xwe berdaye xwar! Ew bi wan re çû û derbasî hundir bû ku, li cem wan bimîne. Û wusa bû ku, gava ew bi wan re li sifrê rûnişt, rahişt nan, şikir kir, şikand û da wan. Û di wê demê de çavên wan vebûn û wan wî nas kirin û ew ji ber çavên wan winda bû. Û wan ji hev û din re gotin: Ma dema ew di rê de, bi me re axifî, Nivîsên Pîroz şîrove dikirin, di hundirê me de, dilê me nedişewitîn? Û hema di wê saetê de bi xwe herdu rabûn ser xwe û vegeriyan Orşelîmê. Gava ew gîhaştin, wan dît ku her Yanzdehan û yên dinî bi wan re li hev civiyabûn û digotin: Xudan bi rastî rabûye û xwe nîşanî Şîmûn daye! Û vana jî, ka çi bi wan re bi rê de çêbûbû û dema wî nan şikand, wan çawa wî nas kirine, gotin. Hîn ew ûsa diaxifîn, Îsa bi xwe di nav wan de derket û got: Bila aştî li we be! Lê belê bêzarî bi wan ve ket û zehf tirsiyan û gotin qey ruhekî dibînin. Û wî ji wan re got: Ma çima hûn ecêb dimînin û çima di dilê we de şik dizên? Li dest û lingên min binihêrin ku, ez bi xwe me; werin, destên xwe bidin bedena min û bibînin; ji ber ku heçî ruh e, bê goşt û bê hestî ye, lê belê a vay, mîna ku hûn min dibînin, ez bi goşt û hestî me! Paşî wî ev ji wan re got, dest û lingên xwe nîşanî wan da. Lê belê wan ji şabûnê û ji ber gellekî ecêb mabûn, hîn jî bawer nedikirin; wî ji wan re got: Ka tiştekî xwarinê li cem we heye? Wan jî pariyek ji masiyekî biraştî dan wî. Wî ew ji destê wan girt û li pêş wan xwar. Û wî ji wan re got: Ew gotinên min, yên ku gava ez hîn bi we re bûm, min ji we re gotibû: Divê ew hemû tiştên ku di zagona Mûsa de û di peyxamberan de û di Zebûran de li ser min hatine nivîsandin, werin cîhê xwe, ev in. Li ser vêya, wî hişên wan vekir ku, ew bikaribin Nivîsên Pîroz fêhm bikin. Û wî ji wan re got: Ûsa hatiye nivîsandin ku, Mesîh dê eziyetê bikişîne û dê roja sêwemîn ji nav miriyan biveje û dê ji Orşelîmê were dest pê kirin û ji bona bexşandina gunehan tobe bi navê wî ji hemû gelên dinê re bête îlan kirin. Hûn şahdeyê van tiştan in! Û a vay, ez ê wada Bavê xwe bi ser we ve bişînim; lê belê heta ku ji jor ve hêz li we bête pêçandin, hûn li bajêr bimînin! Û wî wan derxist û bir heta Beytanyayê û li wê derê wî destên xwe hilda û wan pîroz kir. Û wusa bû ku, wê gava ku wî wan pîroz dikir, ew ji wan cuda bû, hat rakirin û hilkişî nava ezmanan. Ew jî ji wî re peristin û paşê bi kêfxweşiyekî zehf mezin, vegeriyan Orşelîmê. Û ew her tim di Perestgehê de bûn û pesnê Xwedê didan. Amîn. Di destpêkê de Gotin hebû û Gotin bi Xwedê re bû û Gotin Xwedê bû. Ew, di destpêkê de bi Xwedê re bû. Her tişt bi wî re çêbûn û ji tiştên ku bûyîne tu tişt bêyî wî nebûn. Jiyan di wî de bû û jiyan ronahiya mirovan bû. Ronahî di tariyê de ronî dike û tariyê wê fêhm nekir. Zilamekî ku ji aliyê Xwedê ve hatibû şandin derket holê, navê wî Yehya bû. Ew ji bona şahdeyiyê hat, da ku, ew ji ronahiyê re şahdeyiyê bike ku hemû mirov bi navgîniya wî bawer bikin. Ew bi xwe ne ronahî bû, lê bona ku ji ronahiyê re şahdeyiyê bike hat. Ronahiya rasteqîn, ya ku hemû mirovan ronahî dike, dihat dinê, hebû. Ew li dinê bû û dinê bi navgîniya wî hate afirandin, lê belê dinê wî nas nekir. Ew ji yên xwe re hat, lê belê yên wî, ew qebûl nekirin. Lê belê wî rayedariya bûyîna zarokên Xwedê da hemûyên ku wî qebûl kirine û bi navê wî ve bawerî anîne. Ew kes ne ji xwînê, ne ji xwestina bedenê û ne jî bi daxwaza mirov; lê ji Xwedê ve bûn. Û Gotin bû beden û bi xêr û rasteqîniyê ve tijî, di nav me de jiya; me jî bilindahiya wî, wekî bilindahiya Lawê tekane yê Bav e, dîtin. Yehya bona wî şahdeyiyê kir, bang kir û got: Yê ku ji we re digotim: Yê ku li pey min tê di ser min re ye; ji ber ku ew berî min hebû; ev e. Û me hemûyan ji tijîbûna wî, dilovanî li ser dilovaniyê girtin. Ji ber ku zagon bi destê Mûsa ve hate dayîn, lê belê dilovanî û rastî bi destê Îsa Mesîh ve hatin. Tu carî, tu kesî Xwedê nedîtiye; Lawê tekane, yê ku di himbêza Bav de ye, wî bi xwe ew da bang kirin. Dema Cihûdan ji Orşelîmê kahîn û Lêwî şandin ku, ji Yehya bipirsin: Tu kî yî? Şahdeyiya Yehya ew e. Û wî ser tiştekî nenuxumand û bi eşkereyî got: Ez ne Mesîh im! Wan jî jê pirsîn: Wê çaxê tu kî yî? Ma tu Êlyas î? Û Yehya got: Ne ez im! Ji pirsa: Ma tu ew Peyxamber î? Yehya bi gotina: Na! bersivê da. Niha, wan jê re gotin: Ma tu kî yî? Bona em bersivê bidin yên ku me şandine: Ma tu ji bo xwe çi dibêjî? Wî bi gotina daxuyanî kirina Yeşaya peyxamber bersiv da wan: Ez dengê ku bi gotina: Rêya Xudan rast bikin! ji çolê ve bang dike me. Kesên hatibûn şandin, ji Fêrisiyan bûn. Û wan ji Yehya pirsîn û jê re gotin: Madem ku tu ne Mesîh î, ne Êlyas î û ne jî ew Peyxamber î, ma çima tu vaftîzê dikî? Yehya bersiv da wan û got: Ez bi avê vaftîz dikim, lê belê di nav we de yekî din ku hûn wî nas nakin heye; yê ku li piştî min tê, ew e; ew berî min hebû û ez ne liyaq im ku bendê çarixê wî vekim. Vana ji wêdetira Urdunê, li Beytanyayê, li cîhê ku Yehya vaftîzê dikir çêbûn. Dotira rojê Yehya dît ku Îsa ber bi wî tê û wî got: A vay, Berxê Xwedê yê ku gunehên dinê radike! Kesê ku ji bona wî gotibûm: Piştî min zilamekî ji min seretetir e tê, ji ber ku ew berî min hebû, ev e. Û min bi wî nedizanîbû, lê belê bona ku ew ji Îsraêlê re bête gîhandin, ez hatim û bi avê vaftîz kirim. Yehya şahdeyî kir û got: Min dît ku Ruh ji ezmanan mîna kevokekê hate xwar û li ser wî sekinî. Û min bi wî nizanîbû; lê belê yê ku min, bona ez bi avê vaftîz bikim şandiye, bi xwe ji min re got: Ger tu bibîne Ruh bi ser kî ve dakeve û bisekine, yê ku bi Ruhê Pîroz vaftîz bike, ew e. Min jî dît û şahdeyiyê kir û got, Lawê Xwedê ev e. Dotira rojê Yehya dîsa tevî du şagirtên xwe disekinî û gava ku Îsa digeriya, ew li wî nihêrt û got: A vay, Berxê Xwedê! Û dema ku wan herdu şagirtan gotina wî bihîstin, ew li pey Îsa çûn. Îsa dema ku vegeriya, dît ku ew li pey wî tên; wî ji wan re got: Hûn li çi digerin? Wan jî ji wî re gotin: Rebbî (ku wergera wê: Mamoste ye) tu li ku derê rûdinî? Wî ji wan re got: Werin û bibînin! Ew hatin û cîhê ku Îsa lê rûdinişt dîtin û wê rojê li cem wî man. Saet wê çaxê deh bû. Yek ji du kesên ku ji Yehya bihîstin û li pey Îsa çûn, Andrêyasê birayê Şîmûn Pêtrûs bû. Wî pêşiyê birayê xwe Şîmûn dît û jê re got: Me Mesîh (ku wergera wê: Yê ku hatiye mesh kirinê ye) dîtin. Û wî ew bir cem Îsa. Îsa li wî nihêrt û got: Tu Şîmûnê lawê Yûhena yî; tuyê bi navê Kîfas (ku wergera wê: Pêtrûs e ) ve bête bang kirin. Dotira rojê, Îsa xweste ku here Celîlê; wî Fîlîpûs dît û ji wî re got: Li pey min were! Fîlîpûs jî ji Beytsaydayê, ji bajarê Andrêyas û Pêtrûs bû. Fîlîpûs Natanyêl dît û jê re got: Me Îsayê Nisretiyê lawê Ûsiv, yê ku Mûsa di zagonê de û peyxamberan ji bona wî nivîsandine, dîtin. Natanyêl jê re got: Ma ji bajarê Nisretê tiştekî qenc derdikeve? Fîlîpûs ji wî re got: Were û bibîne! Îsa dît ku Natanyêl ber bi wî tê û di derheqê wî de got: A vay, Îsraêliyek rasteqîn, yê ku di dilê wî de fenekî nîne! Natanyêl ji wî re got: Tu min ji ku nas dikî? Îsa bersiv da û jê re got: Berî ku Fîlîpûs bangî te bike, min te di bin dara hêjîrê de dîtibû! Natanyêl bersiv da û ji wî re got: Mamoste, tu Lawê Xwedê yî, tu Qiralê Îsraêlê yî! Îsa bersiv da û ji wî re got: Ji ber ku min ji te re got: Te di bin dara hêjîrê de dîtim, tu bawer dikî? Tuyê tiştên ji vê hîn jî mezintir bibînî! Û jê re got: Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Hûn ê vekirina ezmanan û milyaketên Xwedê, bi ser Lawê Mirov ve bilind dibin û têne xwarê; bibînin! Û roja sisiyan li Kanaya Celîlê dawetek hebû û dayika Îsa jî li wê derê bû. Îsa û şagirtên xwe jî hatibûn dawet kirin. Û dema xemr kêm bû, dayika Îsa jê re got: Xemra wan nîne! Îsa ji wê re got: Pîrek, ma te çi ji min e? Dema min hîn nehatiye! Dayika wî, ji xizmetkaran re got: Ew ji we re çi bêje, wê bikin! Li wê derê ji bo kevneşopên paqijiyê ya Cihûdan, şeş kûpên kevirî hebûn ku di her kûpekê de du an jî sê metrît av bi cîh dibû. Îsa ji xizmetkaran re got: Kûpan bi avê tijî bikin! Û wan heta ber dêv tijî kirin. Û wî ji wan re got: Niha derxinin û ji serokê şahiyê re bibin! Û wan jî birin. Gava serokê şahiyê ew ava ku bûbû xemr tam kir, wî nizanîbû ku ew ji ku hatiye, (lê belê xizmetkarên ku av ji kûpê ve derxistibûn, dizanîbûn); serokê şahiyê bangî zava kir û got: Her kes pêşiyê xemra qenc û paşî ku zehf vexwarin, ya ne qenc dide; lê belê te xemra qenc heta niha veşartiye! Îsa ev nîşana xwe ya pêşiyê, li Kanaya Celîlê çêkir û qudreta xwe nîşan da û şagirtên wî jî bawerî bi wî anîn. Paşî vêya Îsa û dayika wî û birayên wî û şagirtên wî bi hev re daketin Kefernahûmê û ew gellek rojan li wê derê neman. Û Fisiha Cihûdan nêzîk bû; Îsa jî hilkişiya Orşelîmê. Di Perestgehê de firotkerên dewar, mîh û kevokan û yên ku pere hûr dikirin pev re rûniştî dîtin. Û wî ji bendikan qamçiyek çêkir, hemû tev dewar û mîhên wan ji wir avêt derve, pereyê kesên ku pere hûr dikirin, rijand û maseyên wan gêr kir û wî ji yên ku kevokan difirotin re got: Vana ji vê derê rakin, mala Bavê min nekin mîna cîhê bazarê! Şagirtên wî, ew yeka ku hatiye nivîsandin anîn bîra xwe: Xîreta ku min ji bo mala te kir, dê min bixwe. Wê demê Cihûdan bersiv dan û ji wî re gotin: Ma tuyê di derheqê rastiya van karên ku te kirine de, çi elametê nîşanî me bidî? Îsa bersiv da û ji wan re got: Vê Perestgehê xera bikin, ez ê wê di sê rojan de rakim! Wê demê Cihûdan gotin: Ev Perestgeh di çel û şeş salî de hatiye avakirin, ma tuyê vêya di sê rojan de rakî? Lê belê Îsa qala Perestgeha bedena xwe dikir. Dema ew ji mirinê rabû, şagirtên wî vê gotina anîn bîra xwe û baweriyê bi gotina Îsa û bi Nivîsên Pîroz anîn. Û gava ew di Cejna Fisihê de li Orşelîmê bû, gellek kesên ku ev nîşanên ku wî kirine dîtin û bawerî bi navê wî anîn. Lê belê Îsa, bi wan bawer nedikir; ji ber ku wî hemûyê mirovan nas dikir. Ji ber ku bona mirov hewcedariya wî qet ji şahdeyiya tu kesî re tunebû; ji ber ku wî bi xwe, bi tiştê di mirov de bû dizanîbû. Di nav Fêrisiyan de, zilamek bi navê Nîkodêmûs hebû ku rêberekî Cihûdan bû. Ev zilama bi şev hate cem Îsa û ji wî re got: Rebbî, em dizanin ku tu mamosteyekî ji Xwedê ve hatiye yî; ji ber ku ger Xwedê ne bi wî re be, qet kesek nikare van mûcîzetên ku tu çêdikî, bike. Îsa bersiv da û ji wî re got: Bi rastî û bi rastî ez ji te re dibêjim: Heta ku mirovek ji nû ve newelide, nikare Serweriya Xwedê bibîne! Nîkodêmûs jê re got: Ger mirov kal be, çawa dikare biwelide? Ma dikare ku cara duwemîn bikeve rehma dayika xwe û biwelide? Îsa bersiv da: Bi rastî û bi rastî ez ji te re dibêjim: Heta ku mirovek ji avê û ji ruh ve newelide, nikare bikeve Serweriya Xwedê! Yê ku ji bedenê welidiye beden e û yê ku ji Ruh ve welidiye Ruh e. Şaş nebe ku, min ji te re got: Hûn divê ji nû ve biwelidin! Ba ji kîjan alî ve bixwaze ûsa tê; tu dengê wê dibihîzî, lê belê ji ku ve tê û diçe ku derê, tu wê nizanî; her kesê ku ji Ruh welidîne jî ûsa ne. Nîkodêmûs bersiv da û ji wî re got: Vana çawa dikarin çêbibin? Îsa bersiv da û ji wî re got: Tu mamosteyê Îsraêlê yî û dîsa jî vana fêhm nakî? Bi rastî û bi rastî ez ji te re dibêjim: Em tiştê ku dizanin dibêjin û ji tiştê ku me dîtine re şahdeyiyê dikin û hûn şahdeyiya me qebûl nakin. Dema ku min ji we re qala tiştê dinê kir we bawerî nekir, wê çaxê ger ez qala tiştê ezmanî bikim hûn ê çawa bawer bikin? Tu kes hilnekişiyaye ezman; tenê Lawê Mirov yê ku ji ezman hatiye xwar hilkişiyaye; ew ku, li ezmanê ye. Û çawa ku Mûsa di çolê de mar bilind kir, divê Lawê Mirov jî ûsa bilindî jor bibe; da ku, her kesê bawerî bi wî bîne, bila helaq nebe; lê jiyana wî ya abadîn hebe. Ji ber ku Xwedê evqas pirr ji dinê hez kir ku, Lawê xwe yê tekane da; da ku, bila tu kes, ji yên bawerî bi wî bîne helaq nebe, lê bila jiyana wî ya abadîn hebe. Ji ber ku Xwedê bona dinê daraz bike Lawê xwe neşand, lê bona ku dinya bi wî xelas bibe, wî şand. Ew kesê ku bawerî bi wî bîne, nayê daraz kirin; lê belê yê ku bawerî bi wî neaniye, ew jixwe hatiye daraz kirin; ji ber ku wî bawerî bi navê Lawê Xwedê yê tekane neaniye. Û darazî ev e ku, ronahî hat dinê û mirovan ji ronahiyê zêdetir ji tariyê hez kirin; ji ber ku karên wan xerabî bû. Ji ber, her kesê ku xerabiyê dike, ji ronahiyê dikerihe û ji bo ku xebatên wî xuya nebin, ew nayê ronahiyê. Lê belê bona, şuxulandina karê wî yê di Xwedê de bête xuyanî kirin, yê ku rasteqîniyê dike, tê ronahiyê. Piştî vêya, Îsa û şagirtên xwe hatin warê Cihûstanê û Îsa li wê derê, bi wan re ma û vaftîz dikir. Yehya jî nêzîkî Salîmê, li Aynonê vaftîz dikir; ji ber ku li wê derê zehf av hebû û ew dihatin û li wê derê vaftîz dibûn. Ji ber ku Yehya hîn neavêtibûn zîndanê. Û di navbera şagirtên Yehya û Cihûdekî de, di derheqê kevneşopiya paqijbûnê de guftegoyek derket. Û ew hatin cem Yehya û gotin: Mamoste, yê ku li aliyê çemê Urdunê bi te re bû, zilamê ku te ji bo wî şahdeyiyê kir, a vay, ew kes vaftîz dike û her kes tên cem wî! Yehya bersiv da û got: Dema ku ji jor ve tiştek neyê dayîn, kesek nikare tiştekî bistîne. Min got ez ne Mesîh im, lê ez nûçevanê wî me û hûn jî şahdeyê van gotinê min in. Bûk ya kî be, zava jî ew e; lê belê yê ku li ser lingan disekine û wî dibihîze, hevalê zavê ji ber dengê zavê, zehf kêfxweş dibe. Ji bo vê yekê ev kêfxweşiya min, temam bû. Bona wî mezinahî, bona min jî biçûk bûn hewce dike. Yê ku ji jor ve hatiye, ji hemûyan bilindtir e; yê ku ji erdê ye, ji erdê ye û ji erdê ve dibêje; yê ku ji ezman ve hatiye, li ser her kesî re ye. Wî çi dîtibe û çi bihîstibe ji wê re şahdeyiyê dike û kes şahdeyiya wî qebûl nake. Yê ku şahdeyiya wî qebûl dike, mohrê pê xistiye ku, Xwedê rastî ye. Ji ber, kesê ku Xwedê wî şandiye, gotinên Xwedê dibêje; ji ber ku Xwedê, Ruh bi pîvanê nade. Bav ji Law hez dike û her tiştî daye destê wî. Yê ku baweriyê bi Law bîne jiyana wî ya abadîn heye; lê belê yê ku ji Law re îtaetê nake, ew jiyanê nabîne, lê belê xezeba Xwedê li ser wî dimîne. Dema Xudan hîn bû ku Fêrisiyan bihîstiye, Îsa ji Yehya hîn jî zêdetir şagirtan civandiye û vaftîz dike, –lê Îsa ne bi xwe, tenê şagirtên wî vaftîz dikirin–; ew ji Cihûstanê weqetiya û dîsa çû Celîlê. Û hewce dikir ku ew ji Samîriyê ve derbas bibûya. Bi vî awayî, ew hat nêzîkî zeviya ku Aqûp dabû lawê xwe Ûsiv, bajarekî Samîriyê, ya ku jê re digotin Sîhar. Bîra Aqûp li wê derê bû. Bona ku Îsa di rêwîtiyê de westayî bû, bi vî awayî ew li cem bîrê rûniştibû; saet devdevî şeşan bû. Pîrekek ji Samîriyê hat ku avê bikişîne. Îsa ji wê re got: Avê bide min, ez vexwim! Ji ber ku şagirtên wî ji bo stendina xwarinê çûbûn bajêr. Pîreka Samîriyê jî ji wî re got: Tu Cihûd e û ez jî pîrekek Samîrî me, çawa tu ji min avê dixwazî? Ji ber ku Cihûdan karekî bi Samîriyan re nakin. Îsa bersiv da û ji wê re got: Ger te bi xelata Xwedê û bi kîbûna yê ku ji te re: Avê bide min ku ez vexwim! dibêje bizanîbûya, teyê ji wî bixwesta û wî jî dê ava zindî bida te. Pîrekê jê re got: Efendî, tiştekî teyî tu pê avê bikişînî tuneye û bîr jî kûr e; ma niha ava zindî ji ku derê ve bi te re heye? Ma tu ji bavê me Aqûp, yê ku vê bîrê daye me û tevî law û dewarên xwe ji wê vexwariye, mezintir î? Îsa bersiv da û ji wê re got: Her kesê ku ji vê avê vexwe, dê dîsa tî bibe. Lê belê her kî, ji ava ku ez bidimê vexwe, tu carî tî nabe; lê ava ku ez bidim wî, di wî de ji bo jiyana abadîn dibe kaniya ava ku diherike. Pîrekê jê re got: Efendî, vê avê bide min ku ez ne tî bibim û ne jî bona av kişandinê heta vê derê werim! Îsa ji wê re got: Here bangî mêrê xwe bike û were vê derê! Pîrekê bersiv da û got: Mêrê min tune! Îsa ji wê re got: Bona ku te got mêrê min tune, tu rast axifî! Ji ber ku te pênc mêrî kiribû û yê ku tu niha tevî disekinî ne mêrê te ye. Te vêya rast got! Pîrekê ji wî re got: Efendî, ez dibînim ku tu peyxamberek î! Kalikên me li vî çiyayî peristinê kirin û hûn dibêjin ku cîhê peristinê li Orşelîmê ye. Îsa ji wê re got: Pîrekê, bi min bawer bike, dem tê ku, wê çaxê ne li wî çiyayî û ne jî li Orşelîmê hûn ê ji Bav re peristinê bikin! Hûn ji yê ku hûn pê nizanin re peristinê dikin, em ji yê ku em pê dizanin re peristinê dikin; ji ber ku xelasî ji Cihûdan ve tê! Lê belê saeta, yên ku bi rastî peristinê dikin, di ruh û rasteqîniyê de peristinê ji Bav re bikin tê û niha ye; ji ber ku Bav li yên ku bi vî awayî peristinê jê re dikin digere. Xwedê Ruh e, kesê ku ji wî re peristinê dikin, divê di ruh û rastiyê de peristinê bikin. Pîrekê ji wî re got: Mesîh yê ku hatiye mesh kirinê, ez zanim ku dê ew ê were û ew ê her tiştî bigihîne me. Îsa ji wê re got: Yê ku bi te re diaxife, ez, ew kes im! Li ser vê yekê şagirtên wî hatin û ji ber ku Îsa bi pîrekekê re diaxifî ew şaş man. Lê bele dîsa jî qet kesî negot: Ma tu li çi digerî? an jî: Ma tu çima bi wê pîrekê re diaxifî? Pişt re pîrekê kûzê avê di cîh de hişt û çû bajêr û ji gel re got: Werin, mirovê her tiştê ku min kiriye ji min re got bibînin! Gelo Mesîh ev e? Ew jî ji bajêr derketin û hatin cem wî. Di vê navberê de şagirtan jê rica kirin û gotin: Rebbî, bixwe! Lê belê Îsa ji wan re got: Xwarinek min heye, hûn pê nizanin! Şagirtan ji hev û din re gotin: Gelo kesî ji wî re xwarin aniye? Îsa ji wan re got: Xwarina min, bi cîh anîna xwestina yê ku min şandiye û serfiraziya karê wî ye. Ma hûn nabêjin: Hîn bona zad çinînê çar meh heye? A vay, ez ji we re dibêjim: Serê xwe bilind bikin û li zeviyên ku bona bête çinîn zer bûne binihêrin! Bona yê ku ajotiye û yê ku diçîne pev re kêfxweş bibin, yê ku diçîne heqdestê xwe digire û ji bo jiyana abadîn zadê dide hev. Ji ber ew gotina ku: Yek dajo û yekî din jî diçîne, di vêya de rast e. Min we, ji bo çinîna zadê ku we ji bo wê ked nedane şand; hinekên din ked dan û hûn ketin keda wan. Li ser gotina pîreka ku: Hemû kirinên min, ji min re got, şahdeyiyê kiribû, li wî bajarî ji Samîriyan gellekan bawerî bi Îsa anîn. Dema ku Samîrî hatin cem wî, bona ku li cem wan bimîne li ber wî geriyan; ew jî du roj li wir ma. Û li ser gotina wî, hîn gellek kesên din jî bawerî anîn. Û ji pîrekê re digotin: Êdî bawerî anîna me ne li ser gotina te ye; ji ber ku me bi xwe bihîstin û em dizanin ku bi rastî Xelaskerê dinê ev e! Piştî van herdu rojan, Îsa ji wir çû Celîlê. Ji ber ku Îsa bi xwe di derheqê peyxamberek di welatê xwe de ne bi qedr û qîmet e de şahdeyiyê kiribû. Gava ku ew hate Celîlê, Celîliyan wî qebûl kirin; ji ber ku ew jî beşdarî cejnê bûbûn û di dema cejnê de, hemû tiştên ku li Orşelîmê kiribû, dîtibûn. Li ser vêya, Îsa dîsa hat Kanaya Celîlê ku wî li wê derê avê kiribû xemr û li wir karmendekî qiral hebû, lawê wî li Kefernahûmê nexweş bû. Dema ku wî bihîst Îsa ji Cihûstanê hatiye bajarê Celîlê, çû cem wî û jê rica kir ku ew were lawê wî yê nexweş baş bike, ji ber ku ew li ber mirinê bû. Wê demê Îsa ji wî re got: Hûn heta ku alamet û nuwaze nebînin, tu carî baweriyê naynin! Karmendê qiral ji wî re got: Efendî, berî ku lawê min bimire, dakeve! Îsa jê re got: Here, lawê te dijî! Zilam bawerî bi gotina ku Îsa ji wî re gotibû, anî û çû. Hîn ew di rê de bû, xulamên wî derketin pêrgîniya wî û jê re gotin: Lawê te dijî! Wî, saeta ku lawê wî dest bi başbûnê kiriye ji xulaman pirsî. Wan jî ji wî re gotin: Doh, di saeta heftemîn de ta wî berda. Wê çaxê bav fêhm kir ku, ev ew saeta Îsa ji wî re gotibû ku: Lawê te dijî ye! û wî bi temamê gelê mala xwe ve bawerî anîn. Dema Îsa ji Cihûstanê hat Celîlê, ev mûcîza duduyan bû ku wî çêkir. Piştî vêya cejneke Cihûdan hebû û Îsa çû Orşelîmê. Li Orşelîmê, li cem Deriyê Mîhê, hewzek bi zimanê Îbranî jê re Beythesta tê gotin; ya ku pênc eywanên wê hebûn, heye. Di nav vana de civakek mezin ya nexweşan, ya ji kor û kûd û falinc radiketin; ew li benda çelqandina avê bûn. Ji ber ku dem demî milyaketekî Xudan dadiket nav û avê diçelqand. Paşî ku av diçelqiya, kesê ku pêşiyê biketa nav avê, her bi çi nexweşiyê ve ketibe, ji wê ve xelas dibû. Û zilamekî ku sî û heyşt sal nexweşiya xwe dikişîne li wê derê bû. Gava Îsa wî veketî dît û bi zanîna ku ew demekî dirêj e nexweş e; jê re got: Ma tu dixwazî baş bibî? Nexweş bersivê da wî: Efendî, dema ku av diçelqe, kesê min tune ku min deyne nav avê û dema ku ez têm, berî min yekî din dikeve nav avê. Îsa ji wî re got: Rabe, livînê xwe hilde û bimeşe! Û zilam hema baş bû û livînê xwe hilgirt û meşiya. Ew roj roja Sebtê bû. Ji ber vê yekê Cihûdan ji wî mirovê ku baş bûye re gotin: Îro Sebt e; ji te re ne caiz e ku tu livînê xwe rake! Lê belê wî bersiv da wan: Ew mirovê ku ez baş kirim, ji min re got, livînê xwe hilgire û bimeşe! Wan jê pirs kirin: Mirovê ku ji te re got: Livînê xwe hilgire û bimeşe kî ye? Lê belê zilamê ku baş bûbû, nezanîbû ku ew kî ye; ji ber ku li wê derê zehf ajawe hebû, Îsa vekişiyabû. Piştî vêya, Îsa wî di Perestgehê de dît û ji wî re got: A vay, tu baş bûyî; êdî gunehan neke ku tiştek hîn jî xerabtir neyê serê te! Mirov çû cem Cihûdan û ji wan re got, ew mirovê ku ez baş kirim Îsa ye. Ji bo vê yekê Cihûdan li Îsa digeriyan û dixwestin ku wî bikujin; ji ber ku wî, vî karî di roja Sebtê de çêkiribû. Lê belê Îsa bersiv da wan: Bavê min heta niha dixebite û ez jî dixebitim. Ji bo vê yekê Cihûdan hîn jî bêtir bo kuştina Îsa xebitîn; ji ber ku ew tenê bi xera kirina roja Sebtê nema bû, lê belê bi gotina: Xwedê Bavê min e, wî xwe bi Xwedê re kiribû yek. Ji bo vê yekê Îsa bersiv da û ji wan re got: Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Xeynî kirina Bav, ya ku dibîne, Law nikare ji xwe tiştekî bike; ji ber ku ew her çi tiştî bike, Law jî wana bi vî awayî dike. Ji ber ku Bav ji Law hez dike û hemû tiştên ku ew bi xwe dike nîşanî wî dide û bona hûn şaş bimînin, dê ew hîn xebatên ji vana mezintir nîşanî wî bide. Ji ber ku Bav, çawa dikaribe miriyan rake û jiyanê bide wan, Law jî ûsa bo kî bixwaze wan divejîne. Ji ber ku Bav tu kesî daraz nake, lê wî hemû rayedariya darazîkirinê daye Law; da ku, çawa her kes hurmetê ji Bav re dikin, bila ji Law re jî hurmetê bikin. Yê ku hurmetê ji Law re nake, ew hurmetê ji Bavê ku wî şandiye re jî nake. Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Her kesê ku gotinên min bibihîze û bawerî bi yê ku min şandiye bîne, jiyana wî ya abadîn heye û nayê darazîkirin, lê belê ew ji mirinê derbasî jiyanê bûye. Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Dem tê ku, mirî dê dengê Lawê Xwedê bibihîzin û niha ye û yên ku bibihîzin dê bijîn. Ji ber, çawa ku di Bav de jiyan heye, bi vî awayî wî vê rayedariyê da Law jî. Û rayedariya darazî kirinê jî da wî; ji ber ku ew Lawê Mirov e. Bi vêya şaş mebin! Ji ber ku saet tê, di wê saetê de hemûyên ku di goran de ne, dê dengê wî bibihîzin û yên ku qencî kirine dê ji bo qiyameta jiyanê û yên ku xerabî kirine dê ji bo qiyameta darazbûnê derkevin. Ez ji ber xwe nikarim tu tiştî bikim. Ez çawa dibihîzim ûsa daraz dikim û daraziya min rast e; ji ber ku ez ne li xwestina xwe digerim, lê belê li xwestina yê ku min şandiye digerim. Ger ez bo xwe şahdeyiyê bikim, şahdeyiya min ne rast e. Yê ku ji bo min şahdeyiyê dike, yekî din e û ez dizanim şahdeyiya ku ew ji bo min dike rast e. We mirov şandin cem Yehya û wî ji rastiyê re şahdeyiyê kir. Lê belê şahdeyiya ku min qebûl kiriye, ne ji mirova ye, lê ji bo hûn xelas bibin ez vana dibêjim. Ew, mîna çirakê vêketî û şewledar bû û we xwestin ku, hûn ji bo demekê di şewla wî de kêfxweş bibin. Lê belê şahdeyiyekî min heye, ew ji ya Yehya hîn jî mezintir e; ji ber, ev karên ku ez dikim, yên Bav dane min ku ez pêk bînim, ew ji bo min şahdeyiyê dikin ku Bav min şandiye. Bavê ku min şandiye bi xwe jî ji bo min şahdeyiyê kiriye. We tu carî ne dengê wî bihîstine û ne jî wecê wî dîtine. Û gotina wî di we de nasekine; ji ber ku hûn bawerî bi kesê ku wî şandiye, nakin. Hûn lêkolînê li Nivîsên Pîroz dikin, ji ber ku hûn dibêjin qey jiyana we ya abadîn di wan de ye û yên ku ji bo min şahdeyiyê dikin jî ew in! Û hûn bona jiyana we hebe, naxwazin ku werin cem min. Ez ji mirovan pesnahiyê qebûl nakim. Lê belê ez bi we dizanim ku, di hundirê we de, hezkirina Xwedê nîne. Ez bi navê Bavê xwe hatim, lê hûn min qebûl nakin. Ger yekî din bi navê xwe were, hûn ê wî qebûl bikin. Hûn ku, pesnê ji hev û din qebûl dikin û ji pesnahiya ku ji Xwedayê tekane ve tê nagerin, ma hûn ê çawa baweriyê bi min bînin? Hûn nebêjin ku qey ez we li cem Bav sûcdar dikim. Yê ku we sûcdar dike Mûsa ye, ew ê ku we hêviya xwe bi wî ve girêdaye. Ji ber ku ger we bawerî bi Mûsa bianiyana, weyê bawerî bi min jî bianîna; ji ber ku wî ji bo min nivîsiye. Lê belê dema ku hûn bawerî bi nivîsên wî neynin, ma hûn ê çawa baweriyê bi gotinên min bînin? Piştî van tiştan, Îsa derbasî aliyê hemberî gola Celîlê –yanê, Taberiyê- bû. Ajaweyek mezin li pey wî diçûn; ji ber ku wan mûcîzetên ku wî li ser nexweşan çêkiribû, dîtibûn. Îsa derket çiyê û tevî şagirtên xwe li wê derê rûnişt. Cejna Cihûdan ya Fisihê nêzîk bû. Dema Îsa çavên xwe bilind kir û dît ku ajaweyek mezin ber bi wî ve tê, wî ji Fîlîpûs re got: Bona ku vana bixwin, em ji ku derê nan bikirin? Vêya jî, bona ku wî biceribîne got, ji ber ku wî bi xwe dizanîbû ku ew ê çi bike. Fîlîpûs bersiv da wî: Bona ku ji her yekî re pariyek bikeve, bi du sed dînarî jî nan qîm nake! Yek ji şagirtên wî, Andrêyasê birayê Şîmûn Pêtrûs ji wî re got: Li vir bi lawikekî re pênc nanê cehînî û du masî hene; lê belê ji bo ewqas mirov ev çî ye? Îsa got: Gel li ser erdê bidin rûniştinê! Li wê derê gellek giya hebû. Bi hejmarî nêzîkî pênc hezar mêr rûniştin. Wê gavê Îsa nan rahişt, paşî ku şikir kir, li yên ku rûniştine belav kir; mîna vêya ji masiyan jî, qasî ku wan xwest, wî belav kir. Û paşî ku her kes têr bû, Îsa ji şagirtên xwe re got: Pariyên ku ji ber mayîne bidin hev, bila tu tiştek ziyan nebe! Wan jî berhev kirin û bi parîkên ku, ji ber yên pênc heb nanê cehînî xwarine mayîne donzdeh zembîlan dagirtin. Dema gel elameta ku Îsa çêkir dîtin: Bi rastî peyxamberê ku dê bihata dinê, ev e! gotin. Ji ber Îsa dizanîbû ku dê werin û bona ku wî bikin qiral dê bi zorê wî bibin, ew dîsa bi tena serê xwe çû çiyê. Û dema ku êvar bû, şagirtên wî daketin jêr û çûn cem golê. Û ew li lotkekê siwar bûn û ber bi aliyê dinî golê, ber bi Kefernahûmê bi rê ve ketin. Û êdî tarî ketibû ser erdê û Îsa hîn nehatibû cem wan. Ji ber ku bayek xwurt dihat gol dinepixî. Bi vî awayî gava ku wan qasî avêtina bîst û pênc an sî tîrî bêrik kişandin, wan dîtin ku Îsa li ser avê dimeşe û nêzîkê lotkê dibe û ew tirsiyan. Lê belê Îsa ji wan re got: Ez im, metirsin! Wê gavê wan xwestin ku wî bigirin lotkê û lotke hema gîhaşt qeraxa ku ew diçûnê. Dotira rojê, gelê ku li aliyê dinî golê sekinîbûn dîtin ku, li wê derê xeynî lotkeyek tu lotke tunebû û tevî şagirtên xwe Îsa lê siwar nebûbû, lê belê şagirtên wî tenê çûbûn. Lê belê li nêzîkî cîhê piştî ku Xudan şikir kir û gel nan xwarin, li Taberiyê lotkên din jî hatin. Bi vî awayî, dema gel dîtin ku Îsa û şagirtên wî ne li wê derê ne, ew li lotkeyan siwar bûn û hatin Kefernahûmê û li Îsa geriyan. Û dema ku wan li aliyê dinî golê wî dîtin, wan jê re got: Mamoste, tu kengê hatî vê derê? Îsa bersiv da wan û got: Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Ne ji bo ku we nîşanê dîtine, lê belê bona ku we ji nan xwarin û têr bûn, hûn li min digerin. Ne bona xwarina fanî, lê bo xwarina ku di jiyana abadîn de dimîne bixebitin; dê Lawê Mirov wê bide we; ji ber ku Bav, Xwedê vê rayedariyê daye wî! Û wan ji wî re gotin: Ma bona ku em karên Xwedê bikin, divê em çi bikin? Îsa bersiv da û ji wan re got: Karê Xwedê ev e ku, hûn bawerî bi wî kesê ku wî şandiye bînin. Li ser vê yekê wan jê re gotin: Niha bona ku em bibînin û bawerî bi te bînin, tuyê çi elametî dikî? Tu bi çi bikar tînî? Kalikên me li çolê manna xwarin; mîna ku hatiye nivîsin: Bona xwarina wan wî ji jor ve nan da wan. Îsa ji wan re got: Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Mûsa ji jor ve nan neda we, lê belê nanê rasteqîn ji jor ve Bavê min dide we. Ji ber ku nanê Xwedê, yê ku ji ezman ve tê û jiyanê dide dinê ye. Wan jê re got: Ya Xudan, vî nanî her tim bide me! Îsa ji wan re got: Nanê jiyanê Ez im. Yê ku were cem min qet birçî nabe, yê ku baweriyê bi min bîne qet tî nabe. Lê belê min ji we re got, we min dîtin û hûn dîsa jî baweriyê naynin. Hemûyên ku Bav daye min, dê werin cem min û ez tu carî yên ku werin cem min, şunda venagerînim. Ji ber ku ez ne bona daxwaziya xwe, lê bona daxwaziya yê ku min şandiye bînim cîh, ji ezmanê daketim. Û xwestina yê ez şandime ev e ku, ez ji hemûyên ku wî dane min qet kesî winda nekim, lê di roja dawiyê de wan hemûyan bivejînim. Ji ber xwestina Bavê min ev e ku, her kesê Law bibîne û baweriyê bi wî bîne, bila jiyana wî ya abadîn hebe û ez ê wî di roja dawiyê de bivejînim. Wê demê Cihûdan, ji ber ku wî got: Nanê ku ji ezman daket ez im, ji ber wî, miremirê kirin û gotin: Ma ev ne Îsayê lawê Ûsiv yê ku em dayik û bavê wî nas dikin e? Niha çawa dibêje: Ez ji ezman ve daketim? Îsa bersiv da û ji wan re got: Di nav xwe de miremirê nekin! Ger Bavê ku ez şandime, kesekî nekişîne, tu kes nikare were cem min û ez ê wî di roja dawiyê de bivejînim. Di peyxamberan de nivîsandiye: Û hemûyên wan dê ji aliyê Xwedê ve bêne hînkirin. Her kesê ku ji Bav dibihîze û hîn dibe, tête cem min. Mana vê ne ew e ku kesekî Bav dîtiye; lê tenê yê ku ji Xwedê ye, wî Bav dîtiye. Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Yê ku baweriyê bi min bîne, jiyana wî ya abadîn heye. Nanê jiyanê ez im. Bapîrên we di çolê de manna xwarin û mirin. Bona her kesê jê bixwe û nemire, nanê ku ji ezman daketiye ev e. Nanê zindî, yê ku ji ezman daketiye, ez im. Ger kesek ji vî nanî bixwe, abadîn dijî. Nanê ku ez ê ji bo jiyana dinê bidim, goştê min e. Li ser vê yekê Cihûdan bi hev re ketin keftûleftê û gotin: Ma ev zilama bo xwarinê çawa dikare ku goştê xwe bide me? Li ser vêya Îsa ji wan re got: Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Heta ku hûn goştê Lawê Mirov nexwin û xwîna wî jî venexwin, dê di we de jiyan tune be. Jiyana abadîn ya kesê ku goştê min bixwe û xwîna min vexwe heye û di roja dawîn de ez ê wî bivejînim. Ji ber ku goştê min xwarina rasteqînî û xwîna min vexwarina rasteqînî ye. Yê ku goştê min bixwe û xwîna min vexwe, di min de dimîne û ez jî di wî de dimînim. Bavê zindî mîna ku ez şandim û ez bi navberiya Bav ve dijîm, bi vî awayî yê ku min bixwe jî dê bi navberiya min ve bijî. Nanê ku ji ezman daketiye ev e; ne mîna manna ku bapîrên we xwarine û ew mirine ye; yê ku vî nanî bixwe dê abadîn bijî! Dema ku wî li Kefernahûmê hîn dikir, di keniştê de van gotinan gotin. Gellekan ji şagirtên wî, dema ku vêya bihîstin, gotin: Ev gotinek dijwar e! Ma kî dikare wê bibihîze? Lê belê Îsa dizanîbû ku şagirtên wî bona vêya miremirê dikin, wî ji wan re got: Ma ev dibe sedema tilpekîbûna we? Ger hûn bibînin ku Lawê Mirov bilind bibe cîhê ku ew berê lê bû? Yê ku jiyanê dide Ruh e; fêda bedenê qet nîne. Gotinên ku min ji we re gotin, ruh û jiyan in. Lê belê di nav we de yên ku bawer nakin hene. Ji ber, Îsa yên ku bawerî nedikirin û yê ku dê wî bidaya dest, di destpêkê de nas dikir û dizanîbû ku ew kî ye. Û wî got: Ji ber vê yekê min ji we re got: Heta ku ji aliyê Bav ve neyê dayîn, tu kes nikare were cem min! Li ser vê yekê gellek ji şagirtên wî şunda vegeriyan û êdî bi wî re nedigeriyan. Wê çaxê Îsa ji Donzdehan re got: Ma hûn jî dixwazin herin? Şîmûn Pêtrûs bersiv da wî: Ya Xudan, ma em herin cem kî? Gotinên jiyana abadîn bi te re ne. Û me jî bawerî aniye û dizanin ku, tu Pîrozê Xwedê yî! Îsa bersiv da wan: Ma min we Donzdehan nebijart? Û yekî ji we Îblîs e! Wî vêya bona Cihûdayê Îsxeryotiyê lawê Şîmûn got; ji ber ku ew yek ji Donzdehan bû, yê ku dê Îsa bida dest, ew bû. Û piştî vêya Îsa li Celîlê digeriya; ji ber, bona Cihûdan dixwestin ku wî bikujin, wî nexwest li Cihûstanê bigere. Cejna Cihûdan ya Çardax çêkirinê nêzîk bû. Û birayên wî jê re gotin: Ji vê derê derkeve û here Cihûstanê ku, bila şagirtên te jî karên ku tu çêdikî bibînin! Ji ber, ew kesê ku dixwaze xwe bi eşkereyî bide nas kirin, karê ku çêdike, venaşêre; ger ku tu van tiştan çêdikî, xwe nîşanî dinê bide! Ji ber ku birayên wî jî bawerî bi wî nedianîn. Îsa ji wan re got: Wexta min hîn nehatiye, lê belê bo we wext her dem li cîh e. Dinya ji we nakerihe, lê belê ji min dikerihe; ji ber ku ez di derheqê dinê de şahdeyiyê dikim ku karên wê xerab in. Hûn herin vê cejnê; ez hîn naçim vê cejnê; ji ber ku wexta min hîn temam nebûye. Piştî wî ev tiştên hanê ji wan re got, li bajarê Celîlê ma. Lê belê dema ku birayên wî çûn cejnê, ew bi xwe jî wê demê, ne bi eşkereyî, lê belê mîna ku bi dizîka be, çû. Cihûdan jî di cejnê de li wî digeriyan û digotin: Ew li ku derê ye? Di nav ajawê de di derheqê wî de gellek miremir çêbûn. Hinekan digot: Ew zilamek qenc e! Hinên din jî digotin: Na, lê belê ew gel ji rê derdixîne! Lê belê ji tirsa Cihûdan, kesî di derheqê wî de nikarîbû bi eşkeretî biaxife. Êdî gava ku bû nêviyê cejnê, Îsa çû Perestgehê û dest bi hînkirinê kir. Û Cihûdan ecêb mabûn û: Çawa ku tu carî lê nehatiye hîn kirin, lê ev zilam çawa bi nivîsan ve dizane? gotin. Îsa bersivê da wan û got: Hînkariya min ne ji min, lê ji yê ku ez şandime tê. Ger kesek bixwaze xwestina wî bîne cîh, ew ê bizanibe, ka ev hînkarî ya Xwedê ye, an ez ji xwe dibêjim. Yê ku ji xwe dibêje, li bilindahiya xwe digere, lê belê yê ku li bilindahiya kesê ku ew şandiye digere, rast e û di wî de neheqî nîne. Ma Mûsa zagonê neda we? Dîsa jî qet kesek di nav we de zagonê bi cîh nayne. Çima hûn bona kuştina min dixebitin? Ajaweyê bersiv da û got: Tu cindar bûyî! Ma kî bona ku te bikuje dixebite? Îsa bersiv da û ji wan re got: Min xebatek çêkir û hûn hemû şaş dibin. Mûsa sunetê da we (ku, ne ji Mûsa ye, lê ji bapîran e); hûn roja Sebtê mirovekî sunet dikin. Bona ku zagona Mûsa xerab nebe, mirovek roja Sebtê tê sunet kirin û bona ku min di roja Sebtê de mirovek bitûmî baş kir, ma çima hûn bi min re dixeyîdin? Mîna dîtina çavan daraziyê mekin, bi rastî daraziyê bikin! Wê demê ji mirovên Orşelîmê hinekan gotin: Ma yê ku bona kuştina wî dixebitiyan, ne ev e? Û a vay, ew niha bi eşkereyî diaxife û kesek ji wî re tiştekî nabêje. Gelo serokan bi rastî fêhm kirine ku ew Mesîh e? Lê belê em bi vî zilamî dizanin, ji ku derê ye; lê belê ger Mesîh were, kes nizane ku ew ji ku derê ve tê. Wê demê Îsa di Perestgehê de hîn dikir û wî dengê xwe bilind kir û got: Hûn him min nas dikin û him jî dizanin ku ez ji ku derê me! Û ez bi xwe nehatim, lê belê yê ku min şandiye rastî ye; hûn wî nas nakin. Ez wî nas dikim; ji ber ku ez ji wî me û wî min şandiye. Li ser vê yekê wan xwestin ku wî bigirin, lê belê qet kesekî destê xwe neavêt ser wî; ji ber ku saeta wî hîn nehatibû. Lê belê ji gel pirr kesan bawerî bi wî anîn û gotin: Dema ku Mesîh were, ma qey ji yên ku ev dike, dê hîn jî zêdetir elametan çêbike? Fêrisiyan bihîstin ku gel di derbarê Îsa de, van tiştan diaxifin û Serokên kahînan û Fêrisiyan ji bo girtina wî karmendan şandin. Û Îsa got: Ez hîn demekî kurt bi we re me û pişt re ez ê biçim cem yê ku ez şandime. Hûn ê li min bigerin û hûn min nabînin û hûn nikarin werin cîhê ku ez lê me. Ji ber vê yekê Cihûdan ji hev û din re gotin: Gelo ev mirov dê bi ku ve biçe ku em nikarin wî bibînin? Ma ew ê biçe cem yên ku di nav Grekiyan de belav bûne û Grekiyan hîn bike? Ev gotina ku dibêje: Hûn ê li min bigerin û hûn min nabînin û hûn nikarin werin cîhê ku ez lê me, gelo çî ye? Di roja dawîn û mezin ya cejnê de, Îsa rabû ser piyan bang kir û got: Ger kesek tî bibe, bila were cem min û vexwe! Mîna ku Nivîsa Pîroz dibêje, yên ku baweriyê bi min bînin, di hundirê wan de dê çemên avên zindî biherikin. Lê belê wî ev di derheqê Ruh de got, yê ku baweriyê bi wî bînin, dê bistandana; bona ku Ruh hîn nehatibû dayîn, ji ber ku Îsa hîn nehatibû bilind kirin. Dema ku ji gel hin kesan van gotinan bihîstin, gotin: Bi rastî ev ew Peyxamber e. Hin kesan jî gotin: Ev Mesîh e! Lê belê hin kesan jî gotin: Çi! Ma Mesîh dê ji Celîlê bê? Ma Nivîsa Pîroz negotiye, dê Mesîh ji nîjada Dawid û ji gundê Beytlehemê ya ku Dawid jê ye, were? Bi vî awayî di nav gel de ji ber Îsa cudayî çêbû. Hin kesan ji wan xwestin ku wî bigirin, lê belê kesî destê xwe nedan wî. Di wê navberê de karmend vegeriyan cem serokên kahînan û Fêrisiyan; vana ji karmendan re gotin: Ma we çima wî neanîn? Karmendan bersivê dan: Tu kes tu carî, mîna vî zilamî negotiye! Fêrisiyan bersivê dan wan: Ma hûn jî hatin çewt kirin? Ma ji serokan, an ji Fêrisiyan, tu kesek baweriyê bi wî aniye? Lê belê ev gelê ku zagonê nizane, bi nalet e! Nîkodêmûsê ku yekî ji wan bû û ji berê ve bi şev hatibû cem Îsa, ji wan re got: Ma zagona me, heta ku mirovekî guhdarî neke û hînî tiştên ku ew dike jî nebe, daraziyê li wî dike? Wan bersiv dan û ji wî re gotin: An na, ma tu jî ji Celîlê yî? Lê bigere û binihêre, ji Celîlê tu peyxamber dernakeve! Û her kes çû mala xwe. Lê belê Îsa çû Çiyayê Zeytûnê. Û serê sibê zû dîsa hate Perestgehê û hemûya gel hatin cem wî û ew rûnişt û hînî wan kir. Alimên zagonê û Fêrisiyan, pîrekek ku di ser zinê de hatiye girtin anîn û danîn holê û ji Îsa re gotin: Mamoste, ev pîreka dema zinê dikir, hate girtin. Mûsa di zagonê de emir daye me ku yên wusa, bila bêne recimandin, ma tu çi dibêjî? Wan ji bo wî biceribînin vê yekê gotin ku, Îsa sucdar derxînin. Lê belê Îsa xwar bûbû, bi tiliya xwe, li ser erdê nivîsê dinivîsand. Ji ber ku di jê pirsînê de domandin, wî xwe rast kir û ji wan re got: Di nav we de kî bêguneh be, bila ew pêşiyê kevir bavêje ser wê! Û ew dîsa xwar bû û li ser axê nivîsê dinivîsand. Dema wan vêya bihîstin, dest pê kirin ji yên kalepîr û heta yê paşiyê yek bi yek derketin; Îsa tenê di cîh de hiştin û Pîrek jî di cihê navber de sekinî bû. Îsa xwe rast kir û ji wê re got: Pîrekê, kanê ew mirovên ku te sûcdar dikirin? Ma kesî darazî li te nekirin? Pîrekê got: Tu kesî, ya Xudan! Îsa ji wê re got: Ez jî te daraz nakim; here û êdî ji niha pê ve gunehan meke! Îsa dîsa bi wan re axifî û got: Ez ronahiya dinê me; kesê ku li pey min were, di tariyê de nameşe û dibe xwediyê ronahiya jiyanê. Fêrisiyan ji wî re gotin: Tu ji bo xwe şahdeyiyê dikî, şahdeyiya te rast nîne! Îsa bersiv da û ji wan re got: Ger ez ji bo xwe şahdeyiyê bikim jî, dîsa şahdeyiya min rast e; ji ber ez dizanim ku, ez ji ku hatim û diçim ku derê; lê belê hûn nizanin ku ez ji ku hatim û bi ku ve diçim. Hûn li gor bedenê darazî dikin; ez daraziyê li tu kesî nakim. Lê belê ger ez daraziyê bikim jî, daraziya min rast e; ji ber ku ez ne tena serê xwe me, lê belê ez û Bavê ku min şandiye. Di zagona we de jî hatiye nivîsîn ku şahdeyiya du kesan rast e. Yê ku bo min şahdeyiyê dike, ez im û Bavê ku ez şandime, ew jî ji bo min şahdeyiyê dike. Wê çaxê wan ji wî re gotin: Bavê te li ku derê ye? Îsa bersiv da: Hûn ne min nas dikin û ne jî Bavê min. Ger we min nas bikirana, weyê Bavê min jî nas bikirana. Îsa van gotinan dema di Perestgehê de dida hîn kirin, di xezîneyê de got û tu kesî jî bi wî negirt; ji ber ku saeta wî hîn nehatibû. Û wî dîsa ji wan re got: Ez diçim; hûn ê li min bigerin û hûn ê di nav gunehên xwe de bimirin; hûn nikarin werin cîhê ku ez diçimê! Wê çaxê Cihûdan gotin: Gelo ma ew ê xwe bikuje ku dibêje: Hûn nikarin werin cîhê ku ez diçimê? Û wî ji wan re got: Hûn ji jêr in, ez ji jor im. Hûn ji vê dinê ne, ez ne ji vê dinê me. Ji ber vê yekê min ji we re got: Hûn ê di nav gunehên xwe de bimirin. Ger hûn bawer nekin ku ez Ew im, hûn ê di nav gunehên xwe de bimirin. Wê çaxê jê re gotin: Tu kî yî? Îsa ji wan re got: Ji we re çi gotibim, ez tam ew im! Gellek tiştên min, yên ku bona we bibêjim û yên ku we daraz bikim hene; lê belê yê ku min şandiye rast e û ez tiştê ku ji wî bihîstime, ji dinê re dibêjim. Wan fêhm nekirin ku, wî ji wan re ji bona Bav got. Ji bo vê yekê Îsa ji wan re got: Dema ku hûn Lawê Mirov bilindî jor bikin, wê çaxê hûn ê fêhm bikin ku, ez ew im û ez bi xwe qet tiştekî nakim, lê belê Bav çawa ji min re bêje, ez ûsa dibêjim. Yê ku ez şandime bi min re ye, wî ez tenê nehiştim; ji ber ku ez her dem tiştên ku wî xoşnûd dikin, çêdikim. Dema ku wî vana axifî, pirr kesan bawerî bi wî anîn. Wê çaxê Îsa ji Cihûdên ku pê bawerî anîne re got: Ger hûn di gotinên min de bimînin, bi vî awayî hûn bi rastî jî şagirtên min in. Hûn ê bi rastiyê bizanibin û rastî dê we azad bike! Wan bersiv dan wî: Em nîjada Birahîm in û me tu carî ji kesî re koletî nekirine; tu çawa ji me re dibêjî: Hûn ê bêne azad kirin? Îsa bersiv da wan: Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Hemû kesê ku guneh dikin ew koleyê gunehê ne. Kole heta bêdawîbûnê di mal de namîne, lê belê law her dem dimîne. Ji bo vê yekê, ger Law we azad bike, hûn bi rastî azad dibin. Ez dizanim ku hûn ji nîjada Birahîm in; lê belê hûn li kuştina min digerin; ji ber ku hûn di dilê xwe de cîh nadin gotinên min. Ez tiştê ku li cem Bavê xwe dibînim dibêjim; hûn jî tiştê ku ji bavê xwe dibihîzin dikin. Wan bersiv dan û jê re gotin: Bavê me Birahîm e! Îsa ji wan re got: Ger hûn zarokên Birahîm bûna, weyê karên Birahîm bikirana. Lê belê hûn niha bona min, mirovê ku rastiyê ji Xwedê bihîstiye dighîne we; bikujin dixebitin; Birahîm vî tiştî nekir. Hûn karên bavê xwe dikin! Wan ji wî re gotin: Em ji zînayê newelidîne! Bavekî me heye, ew jî Xwedê ye! Îsa ji wan re got: Ger Xwedê Bavê we bûya, weyê ji min hez bikirana; ji ber ku ez ji Xwedê derketim û hatim; ez bi xwe nehatim, lê wî min şand. Çima hûn van gotinên ku ez dibêjim, fêhm nakin? Ji ber ku hûn gotinên min guhdarî nakin! Hûn ji bavê xwe yî Îblîs in û hûn dixwazin ku xwestina bavê xwe bikin! Ew ji destpêkê ve qesas bû û ew di rastiyê de nesekinî; ji ber ku di wî de rastî tune ye. Dema ku ew derew dike, ji yê xwe ve dibêje; ji ber ku ew derewçîn e û bavê derewan e. Lê belê bona ku ez rastiyê dibêjim, hûn bawerî bi min naynin. Di nav we de kî dikare hebûna guneh di min de îspat bike? Madem ku ez ji we re rastiyê dibêjim, hûn çima bawerî bi min naynin? Yê ku ji Xwedê ne, ew guh didin gotinên Xwedê; ji bo vê yekê hûn guh nadin, ji ber ku hûn ne ji Xwedê ne. Cihûdan bersiv dan û ji wî re gotin: Me ji te re got, tu ji Samîriyê yî û di te de cin heye, ma gotina me ne rast e? Îsa bersiv da: Di min de cin nîne; lê belê ez ji Bavê xwe re hurmetê dikim û hûn jî min nizm dikin. Lê belê ez li mezinahiya xwe nagerim; yekî ku digere û daraziyê dike heye. Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Ger mirovek bi gotina min bigire, ew heta bi hetayê mirinê nabîne! Cihûdan ji wî re gotin: Me niha fêhm kirin ku, di te de cinek heye! Birahîm mir, peyxamber jî û tu dibêjî: Ger kesek bi gotina min bigire, heta bi hetayê mirinê tahm nake! An tu ji bavê me Birahîm mezintir î? Ew mir, peyxamber jî mirin; ma tu dibêje qey tu kî yî? Îsa bersiv da: Ger ez xwe bilind bikim, bilindahiya min ne tiştek e; yê ku min bilind dike, Bavê min e; hûn dibêjin: Ew Xwedayê me ye. Û hûn wî nas nakin; lê belê ez wî nas dikim û ger ez bêjim: Ez wî nas nakim! wê çaxê ez jî mîna we derewîn dibim; lê belê ez wî nas dikim û bi gotina wî ve digirim. Bavê we Birahîm bona ku ew roja min bibîne bi kêfxweşiyê coşiya; wî ew dît û dilgeş bû. Bo vê yekê Cihûdan ji wî re gotin: Tu hîn pêncî salî nîne; ma te Birahîm jî dîtiye? Îsa ji wan re got: Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Ji berî ku Birahîm hebe ez heme! Wê çaxê bona ku Îsa bidin ber keviran wan ji erdê kevir rakirin, lê belê Îsa xwe veşart û ji Perestgehê ve derket. Û dema ku ew derbas dibû, mirovekî ku ji bûyîna xwe ve kor e dît. Şagirtên wî jê pirs kirin û gotin: Rebbî, ji bo ku ev zilam kor welidiye kî guneh kir; wî, an jî dayik û bavê wî? Îsa bersiv da: Ne wî guneh kir, ne jî dayik û bavê wî; lê bona ku karên Xwedê li ser wî daxuyanî bibin, ew çêbûye! Divê hîn ku roj e ez karên yê ku ez şandime bikim; şev tê, wê çaxê tu kes nikare kar bike. Heta ku ez di dinê de me, ez ronahiya dinê me. Piştî ku wî van tiştan got, tûyî erdê kir, bi tûka xwe heriyê çêkir û wê heriyê di çavên wî da û ji wî re got: Here, di burka Şîloamê (ku bi navê: Hatiye Şandin, tête wergerandin) de xwe bişo! Ew jî çû xwe şuşt û çavê wî vebû û bi vî awayî vegeriya hat. Wê demê cînarê wî û ew kesên ku dîtibûn ew berê parsek bû, gotin: Ma viya ne ew mirovê ku rûdinişt û parsê dikire yî? Hinan gotin: Erê, ew e! hinekan gotin: Na, ew nîne, lê belê mîna wî ye! Wî bi xwe got: Ez im! Wê çaxê wan jê re gotin: Ma çavê te çawa vebûn? Wî bersiv da û got: Ew mirovê ku navê wî Îsa ye, wî heriyê çêkir û di çavê min ve da û ji min re got: Here, di burka Şîloamê de xwe bişo! Lê gava ez çûm li wê derê û min xwe şuşt, çavên min vebûn. Wan ji wî re gotin: Ew li ku ye? Wî got: Ez nizanim! Ew mirovê ku berê kor bû, birin cem Fêrisiyan. Roja ku Îsa herî çêkir û çavên wî vekirin, roja Sebtê bû. Fêrisiyan jî dîsa ji wî pirs kirin û gotin, çavên te çawa vebûn? Wî jî ji wan re got: Wî herî di çavên min ve da, min jî xwe şuşt û niha dibînim! Ji ber vê yekê ji Fêrisiyan hin kesan gotin: Ev mirov ne ji Xwedê ye; ji ber ku ew bi roja Sebtê ve nagire! Hinên din jî gotin: Gunehkarek çawa dikare ku mûcîzeyên ûsa çêbike? Û di navbera wan de cudayî çêbû. Wan dîsa ji mirovê kor re gotin: Tu ji bo wî mirovê ku çavên te vekirine, çi dibêjî? Wî jî got: Ew peyxamber e! Cihûdan heta ku bangî dayik û bavê wî mirovê ku berê kor bû nekirin, bawer nekirin ku ew berê kor bû û niha çavên wî vebûne. Û ji wan pirs kirin û gotin: Ma lawê we yê ku hûn dibêjin kor welidiye, ev e? Ger wisa be, ma niha ew çawa dibîne? Dayik û bavê wî bersiv dan wan û gotin: Em zanin ku ev lawê me ye û kor welidiye; lê belê em nizanin ku ew niha çawa dibîne, an jî kî çavên wî vekirine em nizanin; jê pirs bikin. Ew mezin e, ji bo xwe bila ew biaxife! Dayik û bavê wî ji Cihûdan ditirsiyan, bo vê yekê wan ûsa got; ji ber ku Cihûdan di nav xwe de biryarê dabûn ku, kî bi eşkereyî bibêje ew Mesîh e, ew ê wan ji keniştê bavêjin. Bo vê yekê dayik û bavê wî gotin: Ew mezin e, ji wî bipirsin! Li ser vêya wan cara duwemîn bangî mirovê ku berê kor bû kirin û jê re gotin: Şikiryê ji Xwedê re bike! Em dizanin ku ev zilamekî gunehkar e. Wî jî bersiv da û got: Ew gunehkar e an jî ne gunehkar e, ez nizanim. Ez tiştekî dizanim: Ez kor bûm û niha dibînim! Wê çaxê ji wî re gotin: Wî ji te re çi kir? Wî çavên te çawa vekir? Wî bersiv da wan: Min niha ji we re got û we guhdarî nekirin; çima hûn dixwazin vêya dîsa bibihîzin? An hûn jî dixwazin bibin şagirtên wî? Wan ji wî re kufrê kirin û gotin: Tu şagirtê wî yî! Lê belê em şagirtên Mûsa ne. Em dizanin ku Xwedê ji Mûsa re gotiye; lê belê em nizanin ku ev mirov ji ku ve hatiye. Mirov bersiv da wan û ji wan re got: Ev e tiştê ku mirov şaş dike, hûn nizanin ew ji ku ve hatiye, lê belê wî çavên min vekirin! Em dizanin ku Xwedê guh nade kesên gunehkar; lê belê ger kesek ji Xwedê re peristinê bike û xwestina wî bîne cîh, ew guh dide wî. Ji demên bêpêşî ve hîn kesî nebihîstiye ku, tu kesî çavên mirovekî ku kor welidiye, vekiriye. Ger ev mirov ne ji Xwedê bûya, wî nikarîbû ku tu tiştekî çêbike! Wan bersiv dan û ji wî re gotin: Tu ji ser û pê di nav gunehan de bûyiye, ma tuyê hînî me bikî? Û wan wî avêtin derve. Îsa bihîst ku wan wî avêtine derve û gava wî ew dît jê re got: Tu baweriyê bi Lawê Mirov tînî? Wî bersiv da û got: Ya Xudan, kî ye ku, ez baweriyê bi wî bînim? Îsa ji wî re got: Him te wî dît û him jî yê ku bi te re diaxife, ew e! Û wî got: Ya Xudan, ez bawer dikim! û ji wî re secde kir. Îsa jî got: Ez hatim, bila yên ku kor in, bibînin û yên ku ne kor in jî kor bibin; ez ji bo darazkirinê hatim vê dinê. Hin kesên Fêrisî yên li cem wî bûn, dema ku ev bihîstin, jê re gotin: Ma em jî kor in? Îsa ji wan re got: Ger hûn kor bûna, gunehên we dê tunebûya; lê belê niha hûn dibêjin: Em dibînin, bo vê yekê gunehê we dimîne! Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Yê ku di derî re naçe hewşa mîhan û ji rêyeke din re dikevê diz û rêbir e. Lê belê yê ku di derî re diçe hundir, ew şivanê mîhan e. Dergevan ji wî re derî vedike û mîh dengê wî dibihîzin; ew jî bi navê wan bangî mîhê xwe dike û wan dibe derve. Dema ku wî hemû mîhên xwe derxist derve, ew di pêşiya wan de diçe û mîh li pey wî diçin; ji ber ku ew dengê wî nas dikin. Û li pey yekî xerîb naçin, lê belê ji ber wî direvin; ji ber ku dengê xerîban nas nakin. Îsa ji wan re vê wekokê got, lê belê wan fêhm nekirin ku, ew ji wan re çi dibêje. Û li ser vê yekê Îsa ji wan re dîsa got: Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Ez deriyê mîha me. Hemûyên ku berî min hatine, diz û rêbir in, lê belê mîhan guh nedan wan. Ez derî me. Ger kesek di min de bikeve hundir, xelas dibe; dikeve hundir, derdikeve û çêregeh dibîne. Diz tenê ji bo diziyê, kuştînê û qelihandinê tê. Ez bona ku di wan de jiyan hebe û gellekî jiyan hebe hatim. Ez şivanê qenc im; şivanê qenc di oxra mîhê xwe de canê xwe dide. Ew mirovê ku şivan û xwediyê mîhan nîne yê bi heqdest, dema ku ew hatina gur bibîne, ji ber ku mîh ne yên wî ne, wan berdide û direve, diçe; gur jî bi wan digire û belav dike. Ew direve, ji ber ku ew bi heqdest e û bona mîhan xem nake. Ez şivanê qenc im û ez yên xwe nas dikim. Çawa Bav min nas dike û ez jî Bav nas dikim, yên min jî ûsa min nas dikin û ez ji bo mîhan canê xwe didim. Û hin mîhên min ê din jî hene, ew daxilê vê hewşê nîn in; divê ez wan jî bînim; dê ew ê dengê min bibihîzin û bibin şivanek û keriyek. Ji ber vê yekê Bav ji min hez dike, ji ber ku ez canê xwe didim, da ku, ez wî dîsa bigirim. Tu kes nikare wî ji min bigire; lê belê ez wî bi xwe û xwe didim. Ji bo dayîna wî qudreta min heye û ji bo dîsa girtina wî qudreta min heye. Min vî emrî ji Bavê xwe ve girt. Ji ber van gotinan dîsa di nav Cihûdan de cudayî çêbû. Û di nav wan de gellekan gotin: Di wî de cin heye, ew dîn e; ma hûn çima wî guhdarî dikin? Hinên din gotin: Ev gotinên hanê, yên mirovê cindar nîn in. Ma cin dikare ku çavê koran veke? Di wê demê de li Orşelîmê, bo bîranîna vebûna Perestgehê cejn hebû û zivistan bû. Û Îsa di hundirê Perestgehê de, di eywana Silêman de digeriya. Û Cihûdan dora wî girtin û ji wî re gotin: Ma tuyê heta kengê dilê me di şikê de bihêlî? Ger tu Mesîh î, ji me re bi eşkereyî bibêje! Îsa bersiv da wan: Min ji we re got û hûn bawer nakin. Xebatên ku min bi navê Bavê xwe kirin, ew ji bo min şahdeyiyê dikin. Lê belê hûn bawer nakin; ji ber ku hûn ne ji mîhên min in. Mîhên min dengê min dibihîzin û ez jî wan nas dikim û ew li pey min tên û ez jiyana abadîn didim wan û ew abadîn helaq nabin û tu kes nikare wan ji destê min derxîne. Bavê min, yê ku ew dane min, ji hemûyan mezintir e û hêza tu kesî nikare wan ji destê Bav derxîne. Ez û Bav yek in. Cihûdan dîsa ji erdê kevir rakirin û xwestin ku wî bidin ber keviran. Îsa bersiv da wan: Min ji Bav gellek xebatên qenc, nîşanî we dan; ma hûn ji bo kîjan xebatê min kevir dikin? Cihûdan bersivê dan wî û gotin: Em ne bona xebatekî qenc, bona ku te kufrê kiriye, tu jî mirov î, lê belê tu dibêjî ku ez Xwedê me; te didin ber keviran. Îsa bersiv da wan: Ma di zagona we de nehatiye nivîsandin; min got: Hûn îlah in? Xwedê gotina xwe ji kê re şandiye, ji wan re îlah tê gotin û Nivîsa Pîroz jî xerab nabe. Bav min pîroz kir û şand dinê. Wê çaxê bona ku min got: Ez Lawê Xwedê me, hûn çawa ji min re dibêjin ku te kufrê kir? Ger ez xebata Bavê xwe nekim, baweriyê bi min neynin. Lê belê ger ez dikim û hûn naxwazin, baweriyê bi min bînin, balê baweriyê bi xebatên ku ez dikim bînin, da ku, hûn bizanibin û fêhm bikin ku Bav di min de ye û ez jî di Bav de me! Wan dîsa xwestin ku wî bigirin, lê belê ew ji destê wan derket. Îsa dîsa çû wêdatira Urdunê, cîhê ku Yehya berê li wir vaftîz dikir û li wê derê ma. Pirr kes hatin cem wî û gotin: Bi rastî Yehya qet mûcîzetan çênekir; lê belê tiştên ku Yehya ji bo wî got, ew hemû rast derketin! Û li wê derê pirr kesî bawerî bi wî anîn! Li Beytanyayê, ji gundê Meryem û xwuşka wê Martayê, zilamek bi navê Lazar nexweş ketibû. Lazarê nexweş, birayê Meryema ku, rûnê bêhnxweş di Xudan de dabû û bi porê xwe jî lingê wî paqij kiribû bû. Wê demê herdu xwuşkan, agahiyê ji Îsa re şandin û gotin: Ya Xudan, a vay, yê ku tu jê hez dikî, nexweş e! Dema Îsa vêya bihîst, got: Ev nexweşiya ne ji bo mirinê ye; lê belê bona ku Lawê Xwedê bi vêya bête bilind kirin, ji bo bilindahiya Xwedê ye! Îsa ji Marta û ji xwuşka wê Meryem û ji birayê wan Lazar hez dikir. Û gava wî bihîst ku ew nexweş e, hîn du rojên din li cîhê ku ew lê bû, ma. Pişt re ji şagirtên xwe re got: Em dîsa herin Cihûstanê! Şagirtan ji wî re gotin: Rebbî, niha Cihûdan bona ku te bidin ber keviran dibiliyan; ma tu dîsa biçî wê derê? Îsa bersivê da: Ma rojek ne donzdeh saet e? Ger mirov rojê bigere, tilpekî nabe; ji ber ku ronahiya vê dinê dibîne. Lê belê yê ku şevê bigere, tilpekî dibe; ji ber ku ronahî di wî de nîne. Piştî vê axaftinê, wî ji wan re got: Hevalê me Lazar bi xew ve çûye; lê belê ez diçim ku wî hişyar bikim. Şagirtan ji wî re gotin: Ya Xudan, ger ew bi xew ve çûbe, dê baş bibe! Îsa vêya ji bo mirina wî gotibû, lê belê wan gotin ku, qey ew ji bo xew de çûnê dibêje. Wê çaxê Îsa ji wan re bi eşkereyî got: Lazar miriye. Û bona ku hûn bawer bikin, ji bo we kêfxweş im ku, ez ne li wê derê bûm. Lê belê bihêlin em biçin cem wî! Şagirt Tûmas, yê ku jê re digotin: Cot, ji hevalên xwe re got: Em jî bona ku, bi wî re bimirin; biçin! Dema Îsa gîhaşt wê derê; Lazar çar roj e di gorê de raketî dît. Û Beytanya qasî avêtina panzdeh tîrî nêzîkî Orşelîmê bû. Gellekan ji Cihûdan ji bo ku bona birayên wan xemrevîniyê li wan bikin hatibûn cem Marta û Meryemê. Dema ku Marta hatina Îsa bihîst, bona pêrgîniya wî derket; lê belê Meryem li malê rûniştîbû. Marta ji Îsa re got: Ya Xudan, ger tu li vir bûya, birayê min nedimir! Ez niha jî dizanim ku, tu ji Xwedê çi bixwazî, ew ê bide te. Îsa ji wê re got: Dê birayê te biveje! Martayê jê re got: Ez dizanim ku, di roja dawiyê de, dê di vejînê de biveje. Îsa ji wê re got: Vejîn û jiyan ez im; yê ku baweriyê bi min bîne, ew bimire jî dê dîsa bijî û her kesê ku dijî û baweriyê bi min tîne, abadîn namire. Tu baweriyê bi vêya tînî? Wê ji wî re got: Belê, ya Xudan; min bawerî anî ku tu Lawê Xwedê yê ku were dinê, Mesîh î. Û piştî ku wê vêya got, çû û bi dizîka bangî xwuşka xwe Meryemê kir û got: Mamoste li vê derê ye û bangî te dike! Dema wê vêya bihîst, zû rabû û çû cem Îsa. Îsa hîn negîhaştibû gund û hîn li cîhê ku, Marta pêrgîniyê jê re kiriye, sekinîbû. Cihûdên ku tevî wê di malê de bûn û xemrevînî li wê dikirin, dema dîtin ku Meryem bi lezî derket derve; wan gotin ew diçe ser gora birayê xwe û dê li wir bigirî û li pey wê çûn. Lê belê gava Meryem gîhaşt cîhê ku Îsa lê sekiniye, wî dît û xwe avêt lingê wî û got: Ya Xudan, ger tu li vir bûya, birayê min nedimir! Dema Îsa, wê û ew Cihûdên bi wê re hatine digirîn, dît, di ruhê xwe de naliya û dilê wî zehf xemgîn bû û got: We wî kirin ku derê? Wan ji wî re gotin: Ya Xudan, were û bibîne! Îsa giriya. Cihûdan gotin: Binihêre, çiqasî jê hez dikir! Lê belê ji wan hin kesan gotin: Yê ku çavên koran vekiriye, ma nikarîbû tiştekî bike ku, ev mirova jî nemire? Wê demê Îsa dîsa di hundirê xwe de kûr naliya û hate gorê. Ew şikeftek bû û kevirekî danîbûn ber wê. Îsa got: Kevir rakin! Martaya xwuşka yê mirî, ji wî re got: Ya Xudan, êdî bêhn ketiye wî, ji ber, ew çar roj e ku li vir e! Îsa ji wê re got: Ma qey min ji te re negot: Ger ku tu bawer bikî, tuyê bilindahiya Xwedê bibînî? Li ser vê yekê wan kevir rakirin. Îsa jî çavên xwe ber ve jor rakir û got: Ya Bavo, bona ku te min bihîst, ez ji te re şikir dikim. Û ez dizanim ku tu her dem min dibihîzî; lê belê min vêya bona van mirovê li vê derê ne got, da ku, bila ew baweriyê bînin, te min şandiye. Piştî ku wî vêya got, bi dengê bilind: Lazar were derve! qêriya. Mirî jî, dest û lingên wî bi potikan ve pêçandî û rûyê wî bi destmalê ve girtî derket derve. Îsa ji wan re got: Wî vekin û berdin bila here! Wê demê ew Cihûdên ku hatibûn cem Meryemê, gava xebata ku Îsa çêkir, dîtin, ji wan gellekan bawerî bi wî anîn. Lê belê ji wan hinekan çûn cem Fêrisiyan û karên ku Îsa çêkirine, ji wan re gotin. Li ser vê yekê serokên kahînan û Fêrisiyan Civata Netewî civandin û gotin: Ma em çi bikin? Ji ber ku ev mirov pirr mûcîzeyan çêdike! Ger em wî wusa bihêlin, dê her kes baweriyê bi wî bînin û Romayî jî dê werin him cîhê me û him jî gelê me ji navendê rakin! Û yekî ji wan, Serokkahînê wê salê Qayafa, ji wan re got: Hûn qet tiştekî fêhm nakin û hûn nafikirin, bona ku hemûya welat tune nebe, mirovek di oxra gel de bimire, ji bo me çêtir e! Wî vêya bi serê xwe negot; lê belê ji bo ku wê salê ew Serokkahîn bû, peyxambertî kiribû ku dê Îsa ji bo gel bimire û ne tenê ji bo gel, lê belê ji bo yekîtî û civandina hemû zarokên Xwedê yên ku belav bûne jî. Û ji wê rojê pê ve, bona ku wî bikujin, dest bi ava kirina duzenê kirin. Ji bo vê yekê êdî Îsa di nav Cihûdan de bi eşkereyî negeriya; lê ew ji wir veqetiya û çû nêzîkî çolê, navçeya ku jê re dibêjin Efraîm û tevî şagirtên xwe li wê derê ma. Fisiha Cihûdan nêzîk bû. Û ji hemûya welêt gellek kes, ji bona xwe safî bikin, berî Fisihê hilkişiyan Orşelîmê. Ew li wê derê, li Îsa digeriyan û dema ew di Perestgehê de sekinî bûn, ji hev û din re digotin: Hûn çi dibêjin? Gelo dê ew neyê cejnê? Serokên kahînan bi Fêrisiyan re bona ku bi wî bigirin, bi gotina; ger kesek bizanibe ew li ku derê ye bila nîşan bide, emirek dabûn. Şeş roj berî Fisihê, Îsa hat Beytanyayê, Lazarê ku wî ji nav miriyan vejandî bû li wir bû. Li wê derê ji bo wî ziyafetek çêkirin; Martayê jî xizmetê dikir. Yên ku bi Îsa re li sifrê rûniştibûn yek ji wan Lazar bû. Meryemê nîv lîtir rûnê pirr biqîmet, ji rûnê nardînê yê safî anî û di lingê Îsa de da û bi porê xwe lingê wî paqij kir; ew mal bi bêhna rûn ve tijî bû. Lê belê şagirtek ji şagirtan, yê ku dê paşê Îsa bide dest, Cihûdayê Îsxeryotî got: Ma çima ev rûn bi sê sed dînarî nehat firotin û nedan feqîran? Vêya jî ne ji bo ku feqîran bi ser re digire; lê bona ku diz bû û bona kîsik bi wî re bû û yê ku di hundirê wê de ye didiziya, got. Wê demê Îsa got: Dev ji wê berde! Bila vêya bo roja ku min dikin gorê hilîne. Ji ber ku feqîr her dem bi we re ne, lê belê ez her dem ne bi we re me. Ajaweyeke mezin ya ji Cihûdan, bihîstin ku Îsa li wê derê ye û tenê ne ji bo Îsa, lê ji bo Lazarê ku wî ji mirinê ve rakiribû jî bibînin hatin. Serokên kahînan di nav hev de şêwira kuştina Lazar jî kirin; ji ber ku bona wî pirr Cihûd diçûn û bawerî bi Îsa dianîn. Dotira rojê, ajaweyeke mezin yên hatibûn cejnê, dema hatina Îsa ya Orşelîmê bihîstin; guliyê xurme rahiştin û bona pêrgîniya wî çûn û qêriyan: Hozana! Yê ku bi navê Xudan tê, Qiralê Îsraêlê pîroz be! Îsa, dehşikek dît û lê siwar bû; mîna ku hatiye nivîsandin: Metirse, ya keça Siyonê! A vay, Qiralê te li dehşikekê kerê siwar bûye û tê. Şagirtên wî di destpêkê de van tiştan fêhm nekirin; lê belê wexta ku Îsa hat bilind kirin, wan vê yekê anîn bîra xwe ku ew tişt ji bo wî hatine nivîsandin û wan vêya ji bo wî çêkirin. Ew gelê ku dema wî bangî Lazar kir û ew ji mirinê rakir li wê, li cem wî bûn, wan şahdeyiyê dikir. Ji ber vê yekê gel jî berbi wî ve çû; ji ber, wan bihîstibû ku wî vê nîşanê çêkiriye. Ji bo vê yekê Fêrisiyan ji hev û din re gotin: Hûn dibînin; ji destê we qet tiştek nayê; a vay, hemûya dinê li pey wî diçe! Di cejnê de, di nav yên ku bo peristinê hilkişiyabûn Orşelîmê de, hin kesên Grekî jî hebûn. Vana hatin cem Fîlîpûs, ew ji Beytsaydaya ku bajarê Celîlê ye, bû, ji wî rica kirin û gotin: Efendî, em dixwazin ku Îsa bibînin! Fîlîpûs hat û ji Andrêyas re got; Andrêyas û Fîlîpûs jî hatin û ji Îsa re gotin. Îsa bersiv da wan û got: Saeta ku Lawê Mirov bête bilind kirin hat! Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Heta ku tena genim nekeve nav erdê û nemire, ew ê tena serê xwe bimîne; lê belê ger bimire, dê gellek zad bide. Yê ku ji canê xwe hez bike, wî winda dike; lê belê yê ku di vê dinê de ji canê xwe dikerihe, wê ji bo jiyana abadîn hiltîne. Ger kesek bixwaze xizmetê ji min re bike, bila li pey min were; ez li ku derê bim, dê xizmetkarê min jî li wê derê be; ger kesek ji min re xizmetê bike, dê Bav rûmetê bide wî. Niha canê min zehf teng dibe û ma ez çi bibêjim? Bibêjim, Bavo, min ji vê saetê xelas bike? Lê belê ez ji bo vê yekê hatime vê saetê. Bavo; navê xwe bilind bike! Li ser vê yekê ji jor ve dengek hat: Min ew bilind kir û ez ê wî dîsa bilind bikim! Ew gelê ku li wê derê bûn û ajaweya ku vêya bihîstin, digotin: Ezman guregur kir. Hinekan jî digotin: Milyaketekê pê re axifî! Îsa bersiv da û got: Ev denga ne ji bo min, lê ji bo we hat. Daraziya vê dinê niha ye. Dê serokê vê dinê niha bête avêtinî derve. Û dema ku ez ji erdê ve bilind bibim, ez ê hemû kesî berbi xwe ve bikişînim. Îsa vêya ji bo ka ew ê bi mirinek çawa bimire got. Ajaweyê bersivê da wî: Me ji zagonê ve bi gotina, dê Mesîh heta abadînê bimîne, bihîstin û çawa dibe ku tu dibêjî: Divê Lawê Mirov bête bilind kirin? Ev Lawê Mirov kî ye? Îsa ji wan re got: Ronahî hîn demeke kurt di nav we de ye. Dema hîn ronahiya we heye bimeşin ku, bila tarî ser we negire! Ji ber ku yê di tariyê de dimeşe, nizane ku bi ku ve diçe. Heta ku ronahiya we heye, baweriyê bi ronahiyê bînin, da ku, hûn bibin zarokên ronahiyê. Piştî ku Îsa ev tiştên hanê gotin; çû û xwe ji wan veşart. Lê belê wî li ber çavê wan ewqas mûcîzeyan çêkir, wan dîsa jî bawerî bi wî nedianîn; da ku, gotina Îşaya peyxamber, ya ku dibêje: Ya Xudan, ma kê bi vê agahiya ku me daye, bawer kir? Û ma hêza Xudan ji kê re hate daxuyanî kirin? were cîh, çêbûn. Ji bo vê yekê wan nikarîbûn baweriyê bianiyan; ji ber ku Îşaya dîsa gotiye: Wî çavên wan kor kir û dilên wan hişk kir ku, bila çavên wan nebîne û dilên wan jî fêhm neke û ew venegerin û ez jî wan baş nekim. Îşaya vana gotiye, ji ber ku wî bilindahiya Îsa dîtiye û bo wî axifiye. Lê digel vê yekê ji serokan gellekan jî bawerî bi wî anîn; lê belê bona ku ji keniştê neyên qewirandin, ji ber Fêrisiyan mikur nehatin. Ji ber ku wan ji pesnê Xwedê zêdetir, ji pesnê mirovan hez kirin. Îsa bang kir û got: Yê ku bawerî bi min tîne, ne bi min, lê bi yê ku min şandiye baweriyê tîne. Û yê ku min dibîne, yê ku min şandiye dibîne. Bona kesê ku bawerî bi min tîne, di tariyê de nemîne, ez bi ronahîtî hatim dinê. Û ger zilamek gotinên min dibihîze û pê nagire, ez daraziyê li wî nakim; ji ber ku ez bona darazîkirina dinê nehatime, lê bona xelasiya dinê hatime. Yekî dinî daraziyê li yê ku min red dike û guh nade gotinên min, dike heye; gotina ku gotime, di roja dawiyê de dê daraziyê li wî bike. Ji ber ku ez bi xwe neaxifîm; lê Bavê min yê ku min şand emir da min, ka ez ê çawa biaxifim û çi bibêjim. Û ez dizanim ku, emrê wî jiyana abadîn e. Ji ber vê yekê tiştên ku ez dibêjim, çawa ku Bav ji min re gotiye, wusa dibêjim. Lê belê berî Cejna Fisihê, Îsa dizanîbû saeta wî ya ku ji vê dinê veqete û here cem Bav hatiye; wî ji yên ku di dinê de ên wî ne, hez kiribû û heta dawiyê ji wan hez kir. Di dema xwarina êvarê de, Îblîs xwestina xwe kiribû dilê Cihûdayê Îsxeryotiyê lawê Şîmûn ku, ew wî bide dest. Îsa zanîbû ku Bav her tiştî daye destê wî û ew ji cem Xwedê hatiye û dê dîsa vegere cem Xwedê. Ew ji xwarinê rabû, ser kincê xwe danî aliyekî û pêşgîrek girt li pişta xwe pêça. Pişt re av kir leganê û lingê şagirtên xwe şuştin û dest pê kir bi pêşgîra ku dabû pişta xwe lingên wan ziwa kirin. Ew hat cem Şîmûn Pêtrûs û wî ji Îsa re got: Ya Xudan, ma tuyê lingên min bişo? Îsa bersiv da û ji wî re got: Ez çi dikim tu niha fêhm nakî, lê belê pişt re tuyê fêhm bikî. Pêtrûs jê re got: Tu carî tuyê lingên min neşo! Îsa bi gotina: Ger ez te neşom, para te bi min re nabe bersivê da. Şîmûn Pêtrûs jê re got: Ya Xudan, tenê ne lingên min, lê belê dest û serê min jî bişo! Îsa ji wî re got: Yê ku hatiye şuştin, xeynî lingên wî hewce nîne ku tu derekî wî yî din were şuştin; lê belê bitûmî paqij e; hûn jî paqij in, lê belê ne hemûyên we. Ji ber, wî bi yê ku dê wî bide dest dizanîbû; ji bo vê yekê got: Hemûyên we ne paqij in. Bi vî awayî piştî ku wî lingên wan şuşt û kincê xwe rahişt, dema dîsa li sifrê rûnişt; ji wan re got: Ma hûn bi tiştên ku min ji we re kirine, fêhm dikin? Hûn ji min re Mamoste û Xudan dibêjin û hûn rast dibêjin, ji ber ku ez ew im. Madem ku ez Xudan û Mamoste me û dîsa jî min lingên we şuştin; hewce dike ku hûn jî lingên hev û din bişon. Ji ber, bona ku min ji we re kir, hûn jî bikin, vê wekokê dam we. Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Kole ji efendiyê xwe ne mezintir e; yê ku hatiye şandin jî ji yê ku wî şandiye ve ne mezintir e. Madem ku hûn bi van tiştan dizanin, ger hûn wan bikin, hûn ê dilşad bibin! Ez ji bo we hemûyan nabêjim, ez bi yên ku min bijartine dizanim; lê belê bona Nivîsa Pîroz ya ku dibêje: Yê ku nanê min xwar, pahniyê xwe li min bilind kir, bête cîh e. Ez ji we re vana berî ku bibin, ji niha ve dibêjim ku, hûn baweriyê bînin ku, ez ew im. Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Kesê ku yê ez dişînim qebûl bike, min qebûl dike û yê ku min qebûl dike, ew yê ku min şandiye qebûl dike. Îsa li pey gotina van tiştan, di ruh de gellek teng bû û wî şahdeyiyê kir û got: Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Dê yek ji we, min bide dest! Şagirtan li hev û din nêrîn, miraq kirin ku ew ji bo kî dibêje. Şagirtekî wî xwe dabû sînga Îsa; Îsa ji wî hez dikir. Şîmûn Pêtrûs bona ku ew bipirse, ka bona kî gotiye; nîşanê da wî. Ew jî li sînga Îsa paldayî, jê re got: Ya Xudan, kî ye ew? Îsa bersiv da: Ew, yê ku ez ê pariyê nên dakim û bidim wî ye. Û pişt re wî pariyê nan di xwarinê de dakir û da Cihûdayê Îsxeryotiyê lawê Şîmûn. Piştî pariyê, wê demê Îblîs ket hundirê wî. Îsa jî ji wî re got: Tiştê ku tu dixwazî bikî, zû bike! Ji yên ku li sifrê rûdiniştin, tu kesî fêhm nekirin ku, wî bona çi vê gotinê jê re got. Bona ku kîsikê pera bi Cihûda re bû, hinekan ji wan gotin, dibe ku Îsa ji wî re gotibe: Bo cejnê ji me re tiştên ku lazim in bikire, an jî, tiştekî bide feqîran! Dema ku Cihûda pariyê nan girt, ew hema derket derve. Û şev bû. Dema ku ew derket derve, Îsa got: Lawê Mirov niha hatiye bilind kirin û Xwedê jî di wî de bilind bû! Ger Xwedê di wî de hatibe bilind kirin, Xwedê jî dê wî di xwe de bilind bike û ew ê hema wî bilind bike. Zarokno, ez hîn demekê kurt li cem we me. Hûn ê li min bigerin û mîna ku min ji Cihûdan re got: Niha ji we re jî dibêjim, hûn nikarin werin cîhê ku ez diçimê! Ez emirekî nû didim we: Ji hev û din hez bikin. Mîna ku min ji we hez kir, hûn jî ûsa ji hev û din hez bikin. Ger hezkirina we ji hev û din re hebe, her kes dê fêhm bike ku hûn şagirtên min in. Şîmûn Pêtrûs ji wî re got: Ya Xudan, ma tu diçî ku derê? Îsa bersiv da wî: Tu niha nikarî li pey min werî cîhê ku ez ê herimê, lê belê paşê tuyê li pey min werî. Pêtrûs jê re got: Ya Xudan, ma çima ez niha nikarim li pey te werim? Ez ji bo te canê xwe didim! Îsa bersiv da wî: Tuyê ji bo min canê xwe bidî? Bi rastî û bi rastî ez ji te re dibêjim: Heta ku tu min sê carî înkar nekî, dîk naure! Bila dilê we teng nebe! Baweriyê bi Xwedê bînin û bi min jî baweriyê bînin! Di mala Bavê min de gellek şunwar hene; ger tunebûya, min ê ji we re bigota; ji ber ez diçim ku ji we re cîh amade bikim. Û ger ez herim û ji we re cîh amade bikim û bona ku hûn jî li wî cîhê ku ez lê me bibin; ez ê dîsa werim û we bigirim cem xwe. Hûn rêya cîhê ku ez diçimê, dizanin. Tûmas jê re got: Ya Xudan, em nizanin ku tu bi ku ve diçî, ma em ê çawa bi rê bizanibin? Îsa ji wî re got: Rê, rastî û jiyan ez im; heta ku ne bi navberiya min be, tu kes nikare were cem Bav! Ger we min nas bikirana, weyê Bavê min jî nas bikirana û ji niha ve hûn bi wî dizanin û we ew dîtin. Fîlîpûs ji wî re got: Ya Xudan, Bav nîşanî me bide û ew ji me re bes e! Îsa ji wî re got: Fîlîpûs, ez ewqas dem e bi we re me, ma te hîn min nas nekiriye? Kî ku min dîtibe, wî Bav dîtiye. Ma tu çawa dibêjî: Bav nîşanî me bide? Ma qey tu bawer nakî ku, ez di Bav de me û Bav jî di min de ye? Gotinên ku ji we re dibêjim, ez bi xwe û xwe nabêjim, lê belê Bavê ku di min de disekine, xebatên xwe dike. Bawerî bi min bînin ku; ez di Bav de me û Bav jî di min de ye; qet nebe ji ber wan xebatan baweriyê bînin! Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Yê ku baweriyê bi min bîne, dê bikaribe ev xebatên ku ez çêdikim, bi xwe jî çêbike, heta dikare ku mezintirên wan jî çêbike; ji ber ku ez diçim cem Bav. Hûn bi navê min her çi bixwazin, ez ê wê bikim; da ku, Bav di Law de bilind bibe. Ger ku hûn bi navê min tiştekî bixwazin, ez ê wê bikim. Ger hûn ji min hez dikin, emirên min bînin cîh! Ez ê jî lava ji Bav re bikim û dê ew ê Xemrevînkirek din, Ruhê Rasteqîniyê bide we; da ku, ew heta bêdawiyê bi we re bimîne. Dinya nikare wî qebûl bike; ji ber ku ew ne wî dibîne û ne jî bi wî dizane; lê belê hûn wî nas dikin; ji ber ku ew li cem we disekine û dê di hundirê we de be. Ez we sêwî nahêlim, ez ê werim cem we. Paşî demek dinî kurt û êdî dinya min nabîne; lê belê hûn ê min bibînin; madem ku ez dijîm, hûn ê jî bijîn! Di wê rojê de hûn ê bizanibin ku, ez di Bav de me û hûn di min de ne û ez jî di we de me. Yê ku emirên min qebûl dike û wan bi cih tîne, ew e yê ku ji min hez dike, yê ku ji min hez dike; ew ê ji aliyê Bavê min ve bête hezkirin; ez ê jî ji wî hez bikim û ez ê xwe nîşanî wî bidim. Cihûda (ne yê Îsxeryotî) jê re got: Ya Xudan, ma çawa dibe ku, tu xwe nîşanî dinê nadî, lê nîşanî me didî? Îsa bersiv da û jê re got: Kî ji min hez bike, dê bi gotina min bigire û Bavê min ji wî hez dike û em tên cem wî û li cem wî şunwarê digirin. Yê ku ji min hez neke, bi gotinên min nagire û gotina ku we bihîst ne ya min e, lê belê ya Bavê ku min şandiye yî. Gava ez hîn li cem we me, min ji we re van tiştan got. Lê belê Xemrevînkir, Ruhê Pîroz, yê ku dê Bav bi navê min bişîne, dê ew ê her tiştî hînî we bike û dê hemû gotinên ku min ji we re gotine bîne bîra we. Ez aşitiyê ji we re dihêlim, ez aşitiya xwe didim we. Ez mîna ku dinya dide nadim we; bila dilê we teng nebe û metirse! We bihîstin ku min ji we re got: Ez diçim û ez ê werim cem we! Ger we ji min hez bikirana, bona ku ez diçim cem Bav, hûn ê kêfxweş bibûna; ji ber ku Bavê min ji min mezintir e. Û bona ku dema bibe, hûn bawer bikin, min berî ku bibe ji we re got. Ez êdî bi we re gellekî tiştan naaxifim; ji ber ku serokê vê dinê tê û tu tiştekî wî di min de nîne. Lê belê bila dinya bizanibe ku, ez ji Bav hez dikim û Bav çawa emir daye min, ez ûsa dikim. Rabin, em ji vir herin! Ez mêwa rasteqîn im û Bavê min rezvan e. Ew her şivmêwa ku di min de fêkî nade jê dike û her ya ku fêkî dide, bona hîn jî zêdetir bide, wê paqij dike. Bi gotina ku min ji we re gotiye, hûn jixwe paqij in. Di min de bisekinin û ez di we de! Ger şivmêw bi mêwê ve nesekine, bi xwe nikare fêkî bide; mîna vêya, ger hûn jî di min de nesekinin, hûn nikarin fêkî bidin. Ez mêw im, hûn şivmêw in. Kesê ku di min de disekine û ez di wî de bisekinim, ew pirr fêkî dide; ji ber ku hûn bêyî min nikarin tu tiştekî bikin. Her kî di min de nesekine, ew mîna şivmêwê bi derve tête avêtin û hişk dibe; wan didin hev, davêjin agir û ew dişewitin. Ger hûn di min de bisekinin û gotinê min di we de bisekinin, hûn her çi dixwazin bixwazin, dê ji we re bête dayîn. Dema ku hûn pirr fêkî bidin, Bavê min bi vêya bilindtir dibe û hûn ê bi vî awayî bibin şagirtên min. Mîna ku Bav ji min hez dike, ez jî wusa ji we hez dikim; di hezkirina min de bisekinin! Ger hûn emirên min bînin cîh, hûn ê di hezkirina min de bisekinin; çawa ku, min bi emirên Bavê xwe ve girtin û ez di hezkirina wî de disekinim. Bona ku kêfxweşiya min di we de be û kêfxweşiya we temam bibe, van tiştan ji we re gotim. Emirê min ev e: Mîna ku min ji we hez kir, hûn jî ji hev û din hez bikin. Ji hezkirina ku zilamek di oxra hevalên xwe de canê xwe bide, mezintir hezkirin di tu kesî de nîne. Ger hûn tiştên ku min ji we re emir kiriye, bikin, hûn hevalên min in. Êdî ez ji we re nabêjim qûl, ji ber ku qûl nizane ku efendiyê wî çi dike; lê belê min ji we re got heval; ji ber, hemû tiştên ku min ji Bavê xwe bihîst, ji we re gîhandin. We min nebijartin, lê min hûn bijart û min we wezîfedar kir ku, hûn herin fêkî bidin û fêkiyê we bimîne; da ku, hûn bi navê min ji Bav çi bixwazin, ew ê bide we. Ez vî emrî didim we ku, hûn ji hev û din hez bikin! Ger dinya ji we bikerihe, bizanin ku, berî we ji min kerihiye. Ger hûn ji dinê bûna, dê dinya ji yên ku daxilê wê ne hez bikira; bona ku hûn ne ji dinê ne; lê min we ji dinê ve bijart; ji bo vê yekê dinya ji we dikerihe. Gotina ku min ji we re got, bînin bîra xwe: Qûl ji efendiyê xwe mezintir nîne. Ger zilmê li min kiribin, dê li we jî zilmê bikin; ger gotinê min qebûl kiribin, dê yên we jî qebûl bikin. Lê belê hemû van tiştan ji ber navê min dê bi we bikin, ji ber ku ew yê ku min şandiye nas nakin. Ger ez nehatibama û ji wan re negotibama, gunehên wan dê tunebûya; lê belê niha bona gunehên wan lêborînên wan nîne. Kesê ku ji min dikerihe, ji Bavê min jî dikerihe. Ger min xebatê ku tu kesî nekiriye, di nav wan de çênekiribûya, gunehên wan dê tunebûya; lê belê wan niha him dîtin û him jî ji min û Bavê min kerihîn. Lê belê bona ku vê gotina di zagona wan de hatiye nivîsandin, were cîh: Bêsedem ew ji min kerihîn, bû. Xemrevînkir, Ruhê rasteqîniyê, yê ku ez ê ji Bav tê, ji we re bişînim, dema were, dê ew ê bona min şahdeyiyê bike. Hûn jî şahdeyiyê bikin; ji ber ku hûn ji destpêkê ve bi min re bûn. Ji bo ku hûn tilpekî nebin, min ev tişt ji we re got. Dê we ji keniştan biqewirînin; belê, saetek wusa tê ku, her zilamê we dikujin, dibêjin qey ew ji Xwedê re xizmetê dikin. Û ew ê dê van tiştan bikin, ji ber ku wan ne Bav, ne jî min nas kirin. Lê belê min ev tişt ji we re got; da ku, çaxê dema wan bê hûn wan bînin bîra xwe. Min ew tişt di destpêkê de ji we re negot; ji ber ku ez tevî we bûm. Lê belê niha jî, ez diçim cem yê ku min şandiye û ji we tu kes ji min napirse: Ma tu bi ku derê ve diçî? Lê belê bona ku min ji we re ev tişt got, dilê we bi keserê ve tijî bû. Lê belê ez ji we re rastiyê dibêjim: Çûyîna min ji bo qenciya we ye; ji ber ku ger ez neçim, ji we re Xemrevînkir nayê; lê belê ger ez biçim, ez ê wî ji we re bişînim. Û dema ku ew were, dê ew ê di derheqê guneh, rastî û darazîkirinê de dinê bide bêdengkirinê. Ji bo guneh, ji ber ku baweriyê bi min naynin; ji bo rastiyê, ji ber ku ez diçim cem Bav û hûn êdî min nabînin; ji bo darazî kirinê, ji ber ku serokê vê dinê hatiye darazî kirin. Hîn gellek tiştên min, yên ku ez ji we re bêjim hene; lê belê hûn niha nikarin baldirêjiyê li wan bikin. Lê belê dema ku ew, Ruhê rasteqîniyê were, dê di her rasteqîniyê de rê nîşanî we bide; ji ber ku ew ê bi xwe neaxife; lê belê her çi bibihîze, dê bibêje û tiştên ku bêne dê bighîne we. Dê ew ê min bilind bike; ji ber ku dê ew ê ji yê min bigire û ji we re bighîne. Her çi tiştê Bav heye, ew yê min e; ji bo vêya min ji we re got: Ew dê ji yê min bigire û bide we. Hinekî dem û hûn min nabînin û dîsa hinekî dem û hûn ê min bibînin. Wê çaxê hinek şagirtên wî ji hev û din re gotin: Hinekî dem û hûn min nabînin û dîsa hinekî dem û hûn ê min bibînin û: Ji ber ku ez diçim cem Bav; ma ew çî ye ku ji me re dibêje? Wan digotin: Ev ya ku dibêje: Hinek dem çî ye? Em nizanin ku, ka ew çi dibêje! Îsa fêhm kir ku ew dixwazin ji wî bipirsin û ji wan re got: Ma hûn ji bo vê gotina min ya ku: Hinekî dem û hûn min nabînin û dîsa hinekî dem û hûn ê min bibînin gotime, ji hev û din dipirsin? Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Hûn ê bigirîn û li xwe bixin, lê belê dê dinya kêfxweş bibe; hûn ê keserê bikişînin, lê belê xema we dê vegere kêfxweşiyê. Dema ku pîrek zarok tîne dinê, tengasiyê dikişîne; ji ber ku saeta wê hatiye; lê belê dema ku zarok tîne dinê, bi kêfxweşiya mirovek li dinê bûye, êdî tengasiyê di bîra xwe de nîne. Mîna vê niha kesera we heye, lê belê ez ê we dîsa bibînim û dê dilê we şa bibe û şabûniya we kes nikare ji we bistîne. Û di wê rojê de, hûn ê tu tiştî ji min nepirsin. Bi rastî û bi rastî ez ji we re dibêjim: Bi navê min hûn ji Bav her çi bixwazin, ew ê wêya bide we! Heta niha we bi navê min tu tişt nexwestin; bixwazin û hûn ê bigirin; da ku, bila şabûna we temam bibe! Min ji we re ev tişt bi methelokan ve got; saet tê ku, ez êdî bi methelokan ve ji we re nabêjim; lê belê di derheqê Bav de ez ê bi eşkereyî ji we re bighînim. Di wê rojê de hûn ê bi navê min bixwazin û ez nabêjim ku, ez ê ji bo we ji Bav bixwazim. Ji ber ku Bav bi xwe ji we hez dike; ji ber ku hûn ji min hez dikin û ji Xwedê derketina min ve bawer dikin. Ez ji Bav derketim û hatim dinê; dîsa dinê berdidim û vedigerim cem Bav. Şagirtên wî gotin: A vay, tu niha bi eşkereyî dibêjî û tu qet wekokekî nabêjî! Em niha fêhm dikin ku tu bi hemû tiştî dizanî û ji te re hewce nake ku tu kes ji te bipirse; em ji ber vê yekê bawerî tînin ku tu ji Xwedê ve hatiye! Îsa bersiv da wan: Ma hûn niha bawer dikin? A vay, saet tê, belê, ew dem hatiye û hûn ê min tenê berdin, belav bibin û her yek ji we dê here cem yên xwe; lê belê ez ne tenê me, ji ber ku Bav bi min re ye. Bona ku xweşiya we di min de hebe, min ev tişt ji we re got. Di dinê de tengasiya we heye; lê belê dilawêr bin, min dinê mexlûb kir! Îsa van tiştan got û çavên xwe bilindî rûyê ezman kir û got: Ya Bav, saet hat, Lawê xwe bilind bike ku, Law jî bila te bilind bike. Ji ber ku te li ser hemû mirovahiyê, rayedariyê da wî, da ku, ew jiyana abadîn bide hemû kesên ku te dane wî. Jiyana abadîn jî ew e ku, bila te, tenê Xwedayê rastiyê û Îsa Mesîhê ku te şandiye nas bikin. Bi qedandina xebata ku te ji bo çêkirinê da min, min te li ser rûyê erdê bilind kir. Û ya Bav, dema ku dinya hîn tunebû û bilindahiya min ya ku li cem te bû, niha bi wê min li cem xwe bilind bike. Min navê te ji mirovên ku te di dinê de dan min re, eşkere kir; ew yê te bûn, te wan da min û wan bi gotina te girtin. Ew niha dizanin ku, hemû tiştên te dane min, ew ji te ne. Ji ber, gotinên ku te dan min, min dan wan û wan qebûl kirin; wan bi rastî fêhm kirin ku ez ji te derketim û hatim û wan bawerî anîn ku, te min şandiye. Ez ji bo wan rica dikim; ne ji bo dinê, lê belê ji bo yên ku te dane min, rica dikim; ji ber ku ew yên te ne. Hemû tiştên min yên te ne, yên te jî yên min in û ez di wan de hatim bilind kirin. Ez êdî ne li dinê me, lê ew li dinê ne û ez têm cem te. Ya Bavê pîroz; kesên ku te da min bi navê xwe biparêze ku, bila ew jî mîna me bibin yek! Dema ez li cem wan bûm, min wan bi navê teyê ku te dabû min hêvişand û parast û bona ku Nivîsa Pîroz were cîh; ji xeynî lawê helaqê, ji wan kesekî din helaq nebû. Lê belê ez niha têm cem te û van tiştan di dinê de dibêjim, da ku, bila kêfxweşiya min di wan de temam bibe. Min gotina te da wan û dinê ji wan kerihî; ji ber çawa ku ez ne ji dinê me, ew jî ne ji dinê ne. Ez ne ji bo ku tu wan ji dinê rake, lê bona ku tu wan ji yê xerab biparêzî rica dikim. Çawa ku ez ne ji dinê me, ew jî ne ji dinê ne. Wan bi rastiyê ve pîroz bike! Û gotina te rastî ye. Mîna ku te min şand dinê, min jî wan şandin dinê. Û di oxra wan de ez xwe pîroz dikim ku, bila ew jî bi rastiyê ve bên pîroz kirin. Tenê ne ji bo wan, lê belê ji bo yên ku bi gotina wan baweriyê bi min bînin jî, bona ku hemû bibin yek, ez lava dikim; çawa ku, ya Bav, tu di min de yî û ez jî di te de me, bila ew jî di me de bin, da ku, bila dinya baweriyê bîne ku te min şandiye. Û min bilindahiya ku te da min, da wan ku, bila mîna ku em yek in, ew jî bibin yek. Ez di wan de û tu di min de, da ku, ew ji bona yekîtiyê temam bibin û bila dinya fêhm bike ku te min şandiye û mîna ku tu ji min hez dikî, tu ji wan jî hez dikî. Ya Bav, ez dixwazim ku, yên te dane min jî li cîhê min, bi min re bin ku, bila ew bilindahiya min ya ku te daye min bibînin; ji ber ku te berî afirandina dinê ji min hez kir. Ya Bavê dadmend! Dinya te nas nekir, lê belê ez te nas dikim û vana jî dizanin ku te min şandiye. Bona hezkirina te ya ku ji bo min heye, di wan de be û ez jî di wan de bim; min navê te ji wan re gîhand û ez ê bighînim. Paşî ku Îsa van tiştan got, derket û bi şagirtên xwe re çû wî aliyê newala Kîdronê; li wê derê bexçeyek hebû; ew û şagirtên xwe ketin nav wê. Cihûdayê ku wî da dest jî bi wî cîhî dizanîbû; ji ber ku Îsa gellek caran bi şagirtên xwe li wê derê dihatin cem hev. Bi vî awayî Cihûda, gîvalek leşker û tevî wan ji karmend û ji serokên kahînan û Fêrisiyan girt û hat wê derê; bi fanosan û pêtalan û çekan ve. Îsa bi hemû tiştên ku dê bê serê wî dizanîbû, derket pêşiyê û ji wan re got: Ma hûn li kî digerin? Wan bersivê dan wî: Li Îsayê Nisretî! Îsa ji wan re got: Ez im! Cihûdayê ku wî da dest jî bi wan re sekinî bû. Dema ku wî ji wan re got: Ez im! paş ve çûn û ketin erdê. Li ser vê yekê wî ji wan dîsa pirsî: Ma hûn li kî digerin? Wan jî gotin: Li Îsayê Nisretî! Îsa bersivê da: Min ji we re got ku ez im. Ji bo wê, ger hûn li min digerin, vana berdin bila ew herin! Da ku, gotina wî ya ku gotibû: Ji yên ku te dane min, tu kesî winda nekirim, were cîh. Şûrek Şîmûn Pêtrûs hebû, wî wê kişand û li xizmetkarê Serokkahîn xist û guhê wî yê rastê jê kir; navê wî xizmetkarî Malxos bû. Wê demê Îsa ji Pêtrûs re got: Şûrê xwe têxe qalanê! Ma qey ez ji kaseya ku Bavê min daye min, venexwim? Bi vî awayî gîvale, fermandar û karmendên Cihûdan Îsa girtin û wî girêdan. Û wan wî pêşiyê birin cem Hena; ji ber ew xezûrê Qayafayê ku wê salê Serokkahîn e, bû. Yê ku bi gotina: Di oxra netewê de mirina zilamekî bi xêrtir e, şîretê li Cihûdan kiribû, Qayafa bû. Şîmûn Pêtrûs û şagirtekî din li pey Îsa ve diçûn. Bona ku ew şagirt nasê Serokkahîn bû, bi Îsa re ket hewşa Serokkahîn. Lê belê Pêtrûs ji derve, li cem dêrî sekinî bû. Wê demê ew şagirtê ku Serokkahîn nas dikir, çû bi keçika dergevan re axifî û wî Pêtrûs jî bir hundir. Keçika dergevan ji Pêtrûs pirsî: Ma tu jî ne ji şagirtên vî mirovî yî? Pêtrûs got: Na, ne ez im! Bona ku hewa sar bû, xizmetkar û karmendan bi komirê agir vêxistibûn û li ber sekinîbûn û xwe germ dikirin; Pêtrûs jî li cem wan sekinîbû û xwe germ dikir. Wê demê Serokkahîn, ji bo şagirt û hînkariya wî, ji Îsa pirs kir. Îsa bersiv da wî: Min ji dinê re bi eşkereyî got; min her tim di kenişt û Perestgeha ku hemû Cihûd li wir dicivin de hîn kir û min tu tişt bi dizî negot. Ma çima tu ji min pirs dikî? Ji yên ku axaftina min bihîstine bipirse; a vay, ew dizanin min çi gotiye! Û piştî ku wî van tiştan got, yek ji karmendên ku li wê derê sekinîbûn, bi gotina: Ma tu bi vî awayî bersivê didî Serokkahîn? şîrmaqê li Îsa xist. Îsa ji wî re got: Ger min rast negotibe, bo nerastiyê şahdeyiyê bike; lê belê ger rast be, ma tu çima li min dixî? Li ser vê yekê Hena wî girêdayî şand cem Serokkahîn Qayafa. Şîmûn Pêtrûs hîn li cem agir sekinîbû û xwe li wê derê germ dikir. Ji wî re gotin: Ma tu jî ne yek ji şagirtên wî yî? Wî înkar kir û got: Na, ne ez im! Xizmetkarekî Serokkahîn, merovê wî xizmetkarê ku Pêtrûs guhê wî jê kiriye bû, jê re got: Ma min di nav bexçê de te bi wî re nedît? Pêtrûs dîsa înkar kir û hema dîk uriya. Li ser vê yekê, wan Îsa ji cem Qayafa girtin û birin qesra walî. Hîn serê sibê zû bû. Û bona ku ew mindar nebin û Fisihê bixwin, ew bi xwe neketin qesra walî. Ji ber vê yekê Pîlato derket, hat cem wan û got: Ma giliyê we yî li dijî vî mirovî çî ye? Wan bersiv dan û ji wî re gotin: Ger vî mirovî xerabî nekiriba, me wî ji te re nedianîn! Wê demê Pîlato ji wan re got: Hûn bi wî bigirin û li gor zagona xwe daraziyê li wî bikin! Cihûdan ji Pîlato re gotin: Ji me re ne caiz e ku em tu kesî bikujin! –da ku, bi nîşan dayîna ka dê ew ê bi mirinekî çi şiklî ve bimire, gotina ku Îsa gotiye bila bête cîh. Pîlato dîsa çû hundirê qesra walî; wî bangî Îsa kir û jê pirs kir: Ma qiralê Cihûdan tu yî? Îsa bersiv da wî: Ma tu vêya bi xwe dibêjî, an kesên din ji bo min ji te re gotin? Pîlato bersiv da: Ma ez Cihûd im? Gelê te û serokên kahînan te dan destê min! Ma te çi kiriye? Îsa bersiv da: Qiraletiya min ne li vê dinê ye; ger qiraletiya min li vê dinê bûba, xizmetkarên min ji bo ku ez nekevim destê Cihûdan dê bixebitiyana; lê belê niha qiraletiya min ne li vir e. Pîlato jî ji wî re got: Ma nexwe tu qiral î? Îsa bersiva: Tu dibêjî ku ez qiral im, da. Ez bona vêya welidîme û bona vêya hatime dinê ku, ji bo rastiyê şahdeyiyê bikim; her kesê ku ji aliyê rastiyê ne, dê dengê min bibihîzin. Pîlato ji wî re got: Ma rastî çî ye? Piştî ku vêya got, dîsa derket, çû cem Cihûdan û ji wan re got: Ez di wî de qet sûcekî nabînim! Lê belê kevneşopek we heye ku ez di Cejna Fisihê de yekî ji bo we berdim; ma hûn dixwazin ku ez qiralê Cihûyan ji bo we berdim? Ji ber vê yekê dîsa qêriyan û gotin: Ne vî mirovî, lê belê Barabas! Lê Barabas rêbirek bû. Wê çaxê Pîlato Îsa girt û da ber qamçiyan. Leşkeran jî ji stiriyan tacek vegirtin û dan serê wî û qeftanekî mor li wî kirin û dihatin ber wî û digotin: Silav ya qiralê Cihûdan! Û şîrmaqan li wecê wî dixistin. Pîlato dîsa çû derve û ji wan re got: A vay, ez wî ji we re tînim derve ku, hûn bizanibin min di wî de qet sûcek nedîtiye! Li ser vê yekê Îsa, tacê stirîn li serî bû û xeftanê erxewanî jî li xwe kirî çû derve. Pîlato ji wan re got: A vay, ew zilam! Dema ku serokên kahînan û karmendan wî dîtin, qêriyan û gotin: Wî xaç bike, wî xaç bike! Pîlato ji wan re got: Hûn wî bigirin û bi xwe wî xaç bikin! Ji ber ku, ez di wî de qet sûcekî nabînim! Cihûdan bersiv dan wî: Zagonek me heye; li gor wê zagonê divê ew bimire; ji ber ku, wî xwe bi xwe, kir Lawê Xwedê! Dema ku Pîlato vê gotinê bihîst, hîn zêde tirsiya û dîsa çû qesra walî û ji Îsa re got: Tu ji ku derê yî? Lê belê Îsa bersivê neda wî. Pîlato jî ji wî re got: Ma tu bi min re naaxifî? Ma tu nizanî ku, ji bo berdana te qudreta min heye û ji bo xaçkirina te jî qudreta min heye? Îsa bersivê da wî: Ger ji te re ji jor ve nehatibûya dayîn, qet qudreta te li ser min dê tune bûya. Ji ber vê yekê, gunehên kesê ku min daye destê te, hîn jî mezintir e! Ji bo vê yekê Pîlato bona berdana wî dixebitî; lê belê Cihûdan qêriyan û gotin: Ger tu viya berde, tu ne hevalê Qeyser î! Kî xwe bike qiral, ew li dijberî Qeyser radibe! Pîlato jî dema ku ev gotin bihîst, wî Îsa derxist derve û li cîhê ku navê wê Rûkevirê ye, lê belê bi Îbranî Gabata ye; li ser kursiya darazîkirinê rûnişt. Roja Amadekirinê ya Fisihê bû û saet nêzîkî şeşa bû. Û wî ji Cihûdan re got: A vay, qiralê we! Lê belê ew qêriyan: Wî rake, wî rake û li xaçê bixe! Pîlato ji wan re got: Ma ez qiralê we li xaçê bixim? Serokên kahînan bersiv dan: Xeynî Qeyser, qiralê me tune! Wê gavê bona ku li xaçê bixin, wî da wan. Wê demê wan Îsa girtin; wî, xaça xwe hilgirt û çû cîhê ku navê wê Hestiyê Serî, bi Îbranî Golgota ye. Li wê derê wan wî li xaçê xistin û tevî wî du kesên din, yek li aliyekî, yê din li aliyê din, lê belê Îsa li navberê bû. Pîlato lewhekê nivîsand û wê li ser xaçê ve danî: ÎSAYÊ NISRETÎ, QIRALÊ CIHÛDAN! nivîsandî bû. Û gellekên Cihûdan vê lewhê xwendin, ji ber, cîhê ku Îsa lê hatibû xaçkirin, nêzîkî bajêr bû û ew lewha bi Îbranî, Grekî û Latînî hatibû nivîsandin. Ji bo vê yekê serokên kahînên Cihûdan ji Pîlato re gotin: Ne Qiralê Cihûdan e, lê belê nivîsa ku: Vî mirovî bi xwe got: Ez Qiralê Cihûdan im! binivîse. Pîlato bersivê da: Her çi nivîsandibim, nivîsandime! Piştî ku leşkeran Îsa xaç kirin, kincên wî girtin û kirin çar par ku, ji her leşkerekî re parek bikeve. Kirasê wî jî girtin; kiras qumaşek seranser bêdirûtin bû. Wan jî ji hev û din re gotin: Em vêya neçirînin, lê belê em bo wê vijagê bavêjin ku hela ew dibe ya kî; da ku, ya bi gotina: Wan kincên min di nav hev de par kirin, li ser kirasê min vijagê avêtin, hatiye nivîsandin bête cîh. Leşkeran vana kirin. Li cem xaça Îsa dayika wî û xwuşka dayika wî, Meryema pîreka Klopa û Meryema Mejdelanî sekinî bûn. Û dema Îsa diya xwe û ew şagirtê ku ji wî hez dikir dît, ji diya xwe re got: Pîrek, a vay, lawê te! Pişt re ji şagirt re got: A vay, diya te! Paşî wê saetê vî şagirtî wê girt mala xwe. Piştî vê yekê, Îsa êdî dizanîbû ku niha her tişt temam bûye, bona ku Nivîsa Pîroz were cîh, got: Ez tî bûm! Qabek bi sîrkê ve tijî li wir hatibû danîn; sîngerek bi sîrkê ve tijî kirin û bi serê darekî ve dakirin û dan devê wî. Dema ku Îsa sîrke girt, got: Temam bû! serê xwe xwar kir û ruhê xwe da. Ji ber ku roja Amadekirinê bû û hewce dikir ku cesed di roja Sebtê de di xaçê de nemînin, –ji ber ku ew roja Sebtê rojeke zehf girîng bû–; Cihûdan ji Pîlato rica kirin ku ew çêqên wan bide şikandin û cesedên wan bide daxistin. Wê demê leşker hatin û çêqên yê yekemîn û yê din ku bi wî re hatibûn xaçkirin şikandin. Lê belê dema ew hatin cem Îsa, wan dîtin ku ew jixwe miriye, wan çêqên wî neşikandin. Lê belê yekî ji leşkeran bi rimê tenişta wî qul kir û hema xwîn û av herikî. Yê ku vêya dît şahdeyiyê kir û şahdeyiya wî rast e û bona ku hûn bawer bikin, ew bi xwe dizane ku wî rastiyê gotiye. Ji ber ku ev tiştan bona Nivîsa Pîroz ku: Tu hestiyekî wî naşikê, dibêje were cîh, çêbûn. Û dîsa nivîsekê din dibêje: Dê li zilamê ku bedena wî qul kirine, binihêrin. Piştî van tiştan, Ûsivê Arîmetayî yê ku şagirtekî Îsa bû û ji tirsa Cihûdan xwe veşartî bû, ji bo rakirina cesedê Îsa, ji Pîlato rica kir û Pîlato destûrê da. Li ser vê yekê ew hat û cesedê Îsa rakir. Nîkodêmûsê ku pêşiyê bi şev hatibû cem Îsa jî, nêzîka sed lîtir miska tevlîhev û darê zendeqê girt anî. Wê demê wan cesedê Îsa girtin û li ser kevneşopa binaxkirina Cihûdan, wî tevî biharat bi cawên kitanî ve pêçandin. Li cîhê ku Îsa lê hatibû xaçkirin, bexçeyek û di nav wî bexçeyî de gorek nû hebû ku, hîn tu kes nekiribûnê. Û bona ku roja Amadekirinê ya Cihûdan bû, wan Îsa kirin wê derê; ji ber ku gor nêzîk bû. Di roja pêşîn ya hefteyê de, gava hîn tarî bû, Meryema Mejdelanî zû hat gorê; wê dît ku kevirê devê gorê hatiye rakirin. Wê demê ew bi revîn hat cem Şîmûn Pêtrûs û şagirtê din yê ku Îsa jê hez dikir û ji wan re got: Xudan ji gorê rakirine û em nizanin ku wî kirine ku derê! Pêtrûs û ew şagirtê din derketin û berbi gorê çûn. Herdu jî pev re baz didan; lê belê ew şagirtê din ji Pêtrûs hîn jî bi leztir baz da û pêşiyê ew hat gorê û wî xwe xwar kir û li hundirê gorê nihêrt, cawên keten li erdê raxistî dît; lê belê neçû hundir. Wê demê li pey wî Şîmûn Pêtrûs jî hat û ket gorê û cawên kitanî ku li erdê bûn û destmala ku li serê Îsa bû; ne li cem cawên kitanî, wekî din li cîhekî din pêçayî dît. Wê demê ew şagirtê din yê ku berî gihîştibû gorê jî ket hundir dît û bawerî anî. Ji ber ku wan hîn bi wê Nivîsa Pîroz ya ku dibêje, Îsa divê ji mirinê rabe, nizanîbûn. Wê demê şagirt dîsa çûn malên xwe. Lê belê Meryem bi girî ji derve li cem gorê sekinîbû. Dema ku ew digiriya, xwar bû û li hundirê gorê nihêrt û wê du milyaketên ku kincê sipî li xwe kirine dîtin; ew li cem cesedê Îsa, yek li aliyê serî û yek jî li aliyê lingan rûniştîbûn. Wan ji wê re gotin: Pîrekê, ma tu çima digirî? Wê jî ji wan re got: Ji ber ku Xudanê min rakirine û ez nizanim ku wî kirine ku derê! Û gava wê vêya got, li paş xwe nihêrt û dît ku Îsa li wê derê sekiniye û nizanîbû ku ew Îsa ye. Îsa ji wê re got: Pîrek, ma tu çima digirî? Ma tu li kî digerî? Wê jî got qey ew baxçevan e û ji wî re got: Efendî, ger te wî biribe, ji min re bibêje, ka te wî kiriye ku derê û ez jî wî ji wir bînim! Îsa ji wê re got: Meryem! Ew jî vegeriya û bi zimanê Îbranî ji wî re got: Rabbûnî! ku bi mana Mamoste ye. Îsa ji wê re got: Destê xwe nede min! Ji ber ku ez hîn derneketime cem Bav; lê belê tu here cem birayên min û ji wan re bibêje: Ez derdikevim cem Bavê xwe û Bavê we, cem Xwedayê xwe û Xwedayê we. Meryema Mejdelanî hate cem şagirtan û ji wan re got: Min Xudan dît! Û tiştê ku Xudan ji wê re gotibû, wê ji wan re got. Wê rojê, di roja pêşîn ya heftê de, dema êvar bû, gava deriyê mala ku şagirt tê de bûn, ji tirsa Cihûdan girtî bû, Îsa hat û di nav wan de sekinî û ji wan re got: Bila xweşî ji we re be! Û gava ku wî ev got, destê xwe û tenişta xwe nîşanî wan da. Şagirtan jî Xudan dîtin û dilşa bûn. Îsa dîsa ji wan re got: Bila xweşî ji we re be! Mîna ku Bav min şandiye, ez jî we dişînim. Piştî ku wî vêya got, pif kir wan û got: Ruhê Pîroz bistînin! Hûn gunehên kî bibexşînin, dê ew ê ji wan re bête bexşandin û hûn bi gunehên kî ve bigirin, dê ew ê bêne girtin. Lê belê Tûmas, yê ku jê re digotin: Zo, yekî ji Donzdehan bû û dema ku Îsa hat, ew ne bi wan re bû. Wan şagirtên din ji wî re gotin: Me Xudan dît! Lê belê wî ji wan re got: Ger ez cîhê bizmaran di destên wî de nebînim û tilîka xwe nedim cîhê bizmaran û destê xwe jî nekim tenişta wî, bawer nakim! Heyşt roj pişt re, şagirtên wî dîsa li hundir bûn û Tûmas jî bi wan re bû. Dema derî girtî bû, Îsa hat di nav wan de sekinî û got: Bila aştî ji we re be! Pişt re ji Tûmas re got: Tilîka xwe dirêj bike û li destê min binihêre; destê xwe jî dirêj bike û têxe tenişta min û bêbawerî nebe, lê bibawerî be! Tûmas bersiv da û ji wî re got: Xudanê min û Xwedayê min! Îsa ji wî re got: Ji ber ku te min dît, te bawerî anî; lê belê xwezî li wan, yên ku nedîtine û baweriyê tînin! Îsa li ber şagirtên xwe hîn pirr mûcîzeyên din çêkir ku, ew di vê kitêbê de nehatine nivîsandin. Lê belê bona hûn baweriyê bînin ku, Îsa Mesihê Lawê Xwedê ye û bona ku hûn bawer bin û bi navê wî di we de jiyan hebe, vana hatine nivîsandin. Piştî van tiştan, Îsa di tenişta gola Taberiyê de xwe dîsa nîşanî şagirtan da. Û wî bi vî awayî xwe nîşan da: Şîmûn Pêtrûs, Tûmasê ku jê re Zo digotin û ji Kanaya Celîlê Natanyêl û lawên Zebedî û du heb şagirtên wî yên din bi hev re bûn. Şîmûn Pêtrûs ji wan re got: Ez diçim girtina masiyan! Wan gotin: Em jî bi te re bên. Ew derketin û siwarî lotkê bûn û wan wê şevê tiştekî negirtin. Dema ku êdî roj hilat, Îsa di tenişta golê de sekinî, lê belê şagirtan fêhm nekirin ku, ew Îsa ye. Û Îsa ji wan re got: Zarokno, ma xwarinek we heye? Wan bi gotina: Na! bersivê dan wî. Wî jî ji wan re got: Torê berdin aliyê rastê yê lotkê, hûn ê bibînin! Li ser vê yekê wan berdan û ji ber pirrbûna masiyan êdî wan nikarîbûn ku torê kaş bikin. Wê demê şagirtê ku Îsa jê hez dikir, ji Pêtrûs re got: Ev Xudan e! Şîmûn Pêtrûs, dema bihîst ku ew Xudan e, kirasê xwe li xwe pêçand, ji ber ku ew tazî bû û xwe avêt golê. Lê belê wan şagirtên din, tora masiyan kaş kirin bi lotka biçûk ve hatin; (ji ber ku ew ji reşayiyê ne dûr bûn, lê qasî du sed gezî dûr bûn). Dema derketin reşayiyê, wan dîtin ku agirê komirê dişewite û li ser agir masî û nan hene. Îsa ji wan re got: Niha wan masiyên ku we girtine bînin! Û Şîmûn Pêtrûs li lotkê siwar bû û tora ku bi sed û pêncî û sê masiyên mezin ve tijî ye kişand reşayiyê û çawa ku ewqas pirr bûn jî, dîsa jî tor neçiriya. Îsa ji wan re got: Werin, taştê bixwin! Tu şagirtekî newêriya ku jê pirs bike û bibêje: Ma tu kî yî? Ji ber wan dizanîbûn ku, ew Xudan e. Îsa hat nan rahişt, da wan û bi vî awayî masî jî da wan. Îsa piştî ji mirinê rabû, niha ev cara sisiyan bû ku, wî xwe nîşanî şagirtên xwe dida. Bi vî awayî dema wan taştê xwarin, Îsa ji Şîmûn Pêtrûs re got: Ya Şîmûnê lawê Yûhena, ma tu ji van hîn jî zêdetir ji min hez dikî? Wî jê re got: Belê, ya Xudan, tu dizanî ku ez ji te hez dikim! Îsa jî ji wî re got: Berxên min biçêrîne! Cara diduyan dîsa ji wî re got: Ya Şîmûnê lawê Yûhena, ma tu ji min hez dikî? Wî jê re got: Belê, ya Xudan, tu dizanî ku ez ji te hez dikim. Îsa ji wî re got: Mîhên min biçêrîne! Cara sêwemîn jê pirs kir: Ya Şîmûnê lawê Yûhena, ma tu ji min hez dikî? Pêtrûs ji ber ku wî cara sêwemîn jê pirs kir û got: Ma tu ji min hez dikî? xemgîn bû û ji wî re got: Ya Xudan, tu bi her tiştî dizanî; tu dizanî ku, ez ji te hez dikim. Îsa ji wî re got: Mîhên min biçêrîne! Bi rastî û bi rastî ez ji te re dibêjim: Gava ku tu xort bû, te xwe girê dida û bi ku ve bixwesta tuyê biçûya wê derê; lê belê gava ku tu kal bibî, tuyê destê xwe dirêj bikî û yekî din dê te girê bide û te bibe cîhê ku tu naxwazî biçê. Wî vêya, bona ku ka dê ewê bi mirinek çi awayî Xwedê bilindtir bike, nîşan bide, got. Û piştî ku vêya axifî, jê re got: Li pey min were! Pêtrûs li paş xwe vegeriya û dît, ew şagirtê ku Îsa jê hez dikir li pey wan tê. Ew şagirtê ku, di xwarina êvarê de, xwe dabû ber sînga Îsa û gotibû: Ya Xudan, ew ê ku te bide dest kî ye? Pêtrûs wî dît û ji Îsa re got: Ya Xudan, ma dê vêya çi bibe? Îsa ji wî re got: Ger ez bixwazim heta ku ez werim, ew bisekine, ma çiyî te ji vê ye? Tu li pey min were! Bi vî awayî: Di nav birayan de gotin derket ku, ew şagirt namire. Lê belê Îsa ji wî re negotibû ku: Ew namire; lê belê wî tenê gotibû ku: Ger ez bixwazim heta ku ez werim, ew bisekine, ma çiyî te ji vê ye? Şagirtê ku şahdeyiyê ji van tiştan re dike û van tiştan nivîsandiye ew e û em dizanin ku, şahdeyiya wî rast e. Hîn gellek karên din yên ku Îsa çêkiriye hene; ez bawer im ku, ger ew yek bi yek bihatana nivîsandin, kitêbên ku dê bihatana nivîsandin heta ku di dinê de jî bi cîh nebûna. Amîn. Ya Têyofîlos, di derbarê hemî tiştên ku Îsa ji şagirtên xwe yên ku bijartibûn re bi navgîniya Ruhê Pîroz emir da pişt re, heta roja ku bi jor ve hate stendin, divê kirine û divê jî dest bi hînkirinê kiriye de pirtûka yekemîn nivîsandim. Wî, paşî êşa mirinê kişand, bi gellek nîşanên ku mirov bi wan bawer bibin, vejînbûna xwe nîşanî wan da; qasî çel rojî xuyayî wan bû û di derheqê Serweriya Xwedê de, bi wan re axifî. Û gava ew bi wan re civiya, bona ku bila ji Orşelîmê veneqetin, lê belê li benda wad a Bavo bimînin, emir da wan; wê wadê we ji min bihîstin; ji ber ku Yehya bi avê ve vaftîz kir, lê belê hîn gellek roj derbas nebe, hûn ê bi Ruhê Pîroz ve bêne vaftîz kirin. Dema ew civiyan, ji wî pirs kirin û gotin: Ya Xudan, ma tuyê di vê demê de serweriya Îsraêlê vegerîne û bide wan? Lê belê wî ji wan re got: Zanîna wextên an jî demên ku Bavo kiriye bin rayedariya xwe, ne aidê we ye. Lê dema Ruhê Pîroz dakeve ser we; hûn ê qudretê bigirin; hûn ê li Orşelîmê û li hemûya Cihustanê û li Samîriyê û li çar hawirdorê dinê bibin şahdeyê min! Paşî wî van tiştana got; li ber çavên wan bi jor ve hate hilatin û ewrek wî ji ber çavên wan ve girt. Û dema ew diçû, wan çavên xwe bi ezman ve beliqandibûn; a vay, du zilamên kinc sipî li cem wan sekinîn û gotin: Ya Celîlîno, hûn çima li vir sekinîne û li ezman dinêrin? Ev Îsayê ji we ber ve ezmanê hate hilatin, we çawa çûyîna wî yî ezman dîtibin, dê dîsa wisa were! Wê gavê ew ji Çiyayê ku bi navê Çiyayê Zeytûnê tête binav kirin vegeriyan Orşelîmê; ew çiya qasî rêya rojek Sebtê nêzîkî Orşelîmê ye. Û dema ketin hundir, çûn qatê jorîn yê mala ku li wê dimînin; Pêtrûs, Yûhena, Aqûp û Andrêyas, Fîlîpûs û Tûmas, Bartolomeyo û Meta, Aqûpê Lawê Alfay û Şîmûnê Welatparêz û Cihûdayê Lawê Aqûp. Vana hemûyan, bi pîrekan û bi dayika Îsa Meryem û bi birayên wî re di nav yekitiyek bêkêmasî de bidomî dua dikirin. Di wan rojan de Pêtrûs, di nava civakekî hema hema ji sed û bîst birayan ve ava bûyî de rabû û got: Birano, hewce dikir ku ev nivîsa, ya Ruhê Pîroz, di derheqê Cihûdayê ji kesên ku Îsa girtine re rêberiyê kiriye de ji berê ve, ji devê Dawid ve têgihandiye bihata cîh. Ji ber ku ew yekî ji me hatibû hesibandin û di vê xizmetê de cîhê xwe girtibû. Niha vî zilamî, bi mişeya xerabiyê zeviyekî stend û serberjêr ket û ji navînê ve qelişî û hemû rêviyên wî rijiyan. Û hemû kesên ku li Orşelîmê dijîn, bi vêya dizanin; ûsa ku, di zimanê wan de ji wê zeviyê re: Akeldama, yanê, Zeviya Xwînê, tête gotin. Ji ber ku di Pirtûka Zebûran de hatiye nivîsandin: Bila xaniyê wî vala bête hiştin û kesî ku di tê de rûnê dê tune be. Û: Bila kesekî din karmendiya wî rahêje. Niha di hemû dema ku Xudan Îsa diket û derdiket nav me de, ji dema vaftîza Yehya dest pê bike, heta roja ku ew ji nava me, bi jor ve hate hilatin, yek ji zilamên ku di rêhevaltiya me de bû, hewce dike ku bi me re bibe şahdeyê vejîna wî. Û wan du kesî, Ûsivê bi navê Yûstûs ve tête zanîn û navlêka wî Barsaba ye û Matiyas pêş ve ajotin. Û wan dua kirin û gotin: Ya Xudan, tu ku, bi dilê hemû mirovan ve dizanî, te kîjanî ji van her duyan hilbijart, wî nîşan bide ku, bila di vê xizmet û wezîfeya şagirtiyê de, cîhê ku Cihûda ji bo here cîhê xwe berda bigire! Û wan ji bo vana pişkê avêtin, pişk ji Matiyas re ket û ew beşdarî yanzdeh şagirtan bû. Dema Roja Pentîkostê hat, ew hemû li cem hev civiya bûn. Nişka ve ji ezman, dengekî mîna bayekî dijwar di bîr de tîne, hat û mala ku lê ne bitûmî dagirt. Û dîtin ku tiştekên mîna zimanên ji agir belav bûn û daketin ser hemûyan. Û ew hemû bi Ruhê Pîroz ve tijî bûn û bi zimanên biyanî yên ku Ruh wan dide axaftinê, dest bi axaftinê kirin. Di wê demê de li Orşelîmê, Cihûdên oldar yên ji her neteweyên ku di bin ezman de ne, rûdiniştin. Û dema ev deng hate bihîstin, gel li hev civiyan û ecêb man; ji ber ku her yekî dibihîstin ku ew bi zimanê wan ve diaxifin. Di nav şaş û metaliyê de hemûyan ji hev û din re digotin: A vay, hemû ev kesên ku diaxifin ma ne Celîlî ne? Û çawa dibe ku em her yek bi zimanên dayika xwe ve dibihîzin? Em, Partî, Medî, Elamî û yên li Mezopotamyayê, li Cihûstanê û Kapadokyayê, li Pontûsê û Asyayê, li Frîgya û Pamfîlyayê, li Misirê û Lîbyayê, yên nêzîkî herêma Kîrênê dijîn û mêvanên Romayî yên him ji derûnî Cihûd û him jî yê vegeriyane ser Cihûdiyê, Kirêtayî û Ereb, dibihîzin ku karên Xwedê, yên mezin bi zimanê me ve têne axaftin! Û hemû di nav heyranekiyê de ji hev û din re bi gotina: Divê ev çi be? dudilî dikirin. Lê belê kesên din, bi gotina: Vana bi xemra şêrîn ve tijî bûne! tinazê kirin. Lê belê Pêtrûsê bi Yanzdehan ve rabû ser pêlan û bi dengekî bilind ji wan re got: Ya Cihûdno û hemûyên ku li Orşelîmê rûdinin, bila ev ji aliyê we ve bête zanîn û guh bidin gotinên min! Ji ber ku van zilamana, mîna ku hûn difikirin ne serxweş in; ji ber ku saet hîn sisiyê rojê ye! Lê belê ev ya ku bûye, bi navgîniya peyxamber Yowêl ve hatiye têgihandin: Û di rojên dawîn de dê wusa bibe ku, Xwedê dibêje, ez ê ji Ruhê xwe ve birijînim ser hemû mirovan; dê law û qîzên we peyxambertiyê bikin û dê ciwanên we xewn û xeyalan bibînin û dê kalepîrên we jî xewnan bibînin. Di wan rojan de bi ser qûlên xwe ve û bi ser cariyên xwe ve, ez ê ji Ruhê xwe ve birijînim û ew ê dê peyxambertiyê bikin. Û ez ê li jor, li ezman nuwazeyan û li jêr, li rûyê erdê nîşanan, hêlmên xwîn û agir û dûhê bidim. Berî ku roja Xudan, ew roja mezin û bi rewnaq were, dê roj vegere tariyê û heyv vegere xwînê. Û wusa bibe ku, her kesên ku bangî navê Xudan bikin, dê xelas bibin. Ya mêrên Îsraêlê, van gotinan guhdarî bikin: Îsayê Nisretî, zilamê ku, ji aliyê Xwedê ve, bi karên bi qudret, mûcîzet û nuwazeyên ku Xwedê bi navgîniya wî, di nav we de kiriye, hatiye tesdîq kirin, çawa ku, hûn bi xwe jî dizanin; wekî bi miraza Xwedê ya muqedder û bi ilmê wî yê bêpêşî, bi dest ve hatiye dayîn, we wî girtin û bi destê gunehkaran ve bi xaçê ve mix kirin û kuştin. Xwedê dawî da êşên mirina wî û wî vejand; ji ber ku ji aliyê mirinê ve girtî mabûna wî ne mimkûn bû. Lewma Dawid ji bo wî dibêje: Min Xudan her tim li pêşiya xwe dît, ji ber ku ew li aliyê minî rastê ye, ez nalerizim. Ji bo vê yekê dilê min geş û zimanê min zehf kêfxweş bû; wekî din, dê bedena min jî di nava kêfxweşiyê de bijî. Ji ber ku tuyê canê min li warê miriyan neterikîne û Pîrozê xwe ji rizandinê re bernede. Te rêyên jiyanê nîşanî min da; tuyê bi rûyê xwe min bi kêfxweşiyê ve dagire! Birano, divê ji we re, bona bapîrê mezin Dawid bi eşkeretî bête gotin ku: Ew him mir, him hate binaxkirin û gora wî heta îroj li cem me ye. Niha, ji ber ku ew peyxamberek bû û dizanîbû, Xwedê jê re sond û qesem kiriye ku dê yekî ji bera werta wî li ser texta wî deyne rûniştinê, ji berê ve dît û bi gotina; ew ne li warê miriyan ve hate berdan, ne jî bedena wî rizandinê dît, di derheqê vejîna Mesîh de got. Xwedê, vî Îsayî vejand û em hemû şahdê vêya ne. Niha bi destê Xwedê yê rastê ve hatiye bilind kirin, ji Bav ve wada Ruhê Pîroz stendiye û tiştê ku hûn dibînin û dibihîzin rijand. Ji ber ku Dawid hilnekişiyaye ezmên, lê belê ew bi xwe dibêje: Xudan ji Xudanê min re got: Heta ku ez neyarên te ji lingên te re pêlik deynim; li rastê min rûnê. Niha, bi vî awayî bila hemûya mala Îsraêlê bi rastî jî vêya bizanibin ku; Xwedê, ev Îsayê ku we xaç kir, kiriye him Xudan, him jî Mesîh! Lê belê gava wan vana bihîstin, dilê wan weke derzî derzî bûbe; ji Pêtrûs û şagirtên din re gotin: Birano, ma em çi bikin? Pêtrûs jî ji wan re got: Bona ku gunehên we bêne efû kirin, tobe bikin, bila her yekî ji we bi navê Îsa Mesîh ve vaftîz bibe; bi vî awayî hûn ê xelata Ruhê Pîroz bistînin. Ji ber ku wad, ji we re û ji zarokên we re û ji hemû kesên li dûr re ne û bona her kesên ku Xudan, Xwedayê me bang bike re ye. Û wî wekî din hîn bi gellek gotinan şahdeyî da û wan îkaz kir û got: Xwe ji vê nifşeya rêşaş ve xelas bikin! Yên ku guh dan gotinên wî vaftîz bûn û wê rojê nêzîkê sê hezar can beşdarî wan bûn. Û wan di hînkariya şagirtan de, di hevbeşiyê de, di nan parî kirinê de û di duayê de dom dikirin. Tirs ket her canî û bi navgîniya şagirtan ve gellek mûcîzet û nuwaze dihatin ava kirin. Hemû bawerkiran li cem hev diman û her tiştî bi şirîkantî par dikirin; wan mal û milkên xwe difirotin û wan li gor motajiyê belavî her kesî dikirin. Û ew her roj li Perestgehê diciviyan, li malan nan dişkenandin û bi kêfxweşiyê û bi sadeyiya dil ve xwarinê dixwarin. Pesnê Xwedê didan, ecibandina hemûya gel qezenc kiribûn. Xudan jî her roj, kesên ku nû xelas bûne tevî wan dikir. Pêtrûs û Yûhena di saeta nehemîn ya wexta ku dua kirinê ye de, diçûn Perestgehê. Û mirovekî, ji dayîkbûyînê ve kûd bû dihat birin, bona ku ji kesên dikevin Perestgehê parsê bixwaze, her roj wî dianîn û datanîn cem Deriyê Perestgehê ku jê re: Ya Xweşik tête gotin. Û wî dema ku dît Pêtrûs û Yûhena dikevin Perestgehê, ji wan sedeqe xwest. Pêtrûs bi Yûhena re li wî nihêrt û got: Li me binihêre! Û zilam bi hêviya ku tiştekî ji wan ve bistîne, bala xwe da wan. Lê belê Pêtrûs got: Zêr û zîvê min nîne, lê belê ez, yê bi min re heye didim te: Bi navê Îsa Mesîhê Nisretî rabe û bimeşe! Û bi destê wî yî rastê girt û wî rakir; wê demê lingên wî û hestiyên pahniyên wî quwetê dîtin. Tûl da û rabû ser pêlan, dest bi meşê kir; bi meş û tûlbûnê û bi pesnvedana Xwedê, bi wan re ket Perestgehê. Hemû gel wî di meşandin û pesnvedana Xwedê de dîtin. Û wan jî wî nas kirin, ew zilamê ku di deriyê Xweşik yê Perestgehê de bona parsê rûdinê ev bû û ji ber ya ku ji wî re bûye, bi şaşî û metaliyê ve tijî bûn. Û gava ku hîn zilam bi Pêtrûs û Yûhena ve digirt; hemû gel di nava şaşiyekê de, li cîhê ku bi navê: Eywana Silêman tête binav kirin, ber bi wan ve baz dan. Dema Pêtrûs vêya dît; bangî gel kir: Ya zilamên Îsraêl, çima hûn bi vêya şaş man? An jî wekî ku me bi hêz û teqwaya xwe wî meşandibin; çima we berê xwe daye me ûsa zîq li me dinihêrin? Xwedayê Birahîm, Îshaq û Aqûp, Xwedayê bapîrên me, qûlê xwe Îsa bilind kir; we wî dan dest û dema Pîlato biryar da ku wî serbest berde, we wî li ber Pîlato înkar kir. Û we yê Pîroz û dad red kir û we xwestin ku qesasek ji we re bête bexşandin. Û we Serokê jiyanê kuşt! Lê belê Xwedê wî ji mirinê vejand; em şahdeyê vêya ne. Baweriya bi navê wî ve ev zilamê ku hûn dibînin û nas dikin navê wî xurt kir û baweriya ku bi navgîniya wî ye, li hemberî we hemûyan vê tenduristiya bitûmî da wî zilamî. Niha ya birano, ez dizanim ku, mîna rêvebirên we, we jî ji ber nezaniya xwe ûsa kirin; lê belê Xwedê, hemû tiştên ku di derheqê jan kişandina Mesîhê xwe de, bi devê hemû peyxamberan ve daye têgihandin, bi vî awayî anî cîh. Bi vî awayî bona ku gunehên we bên paqijkirin tobe bikin û vegerin, da ku, bila ji ber Xudan wextên nûbûnê werin û bila Mesîh Îsayê ku bona we ji berê ve hatiye bijartin bişîne; heta vegerandina hemû tiştên ku Xwedê ji bastanê ve, bi devê hemû peyxamberên pîroz ve têgihandiye, hewce dike ku ezman wî qebûl bike. Ji ber ku Mûsa ji kalikan re gotibû: Dê Xudan, Xwedanê we, ji we re di nava birayên we de, peyxamberekî mîna min derxîne; di her tiştî de, her gotinê ku ew ji we re bibêje, hûn ê guhdarî bikin. Û dê wusa bibe ku, ji netewê, her canê ku guh nede wî peyxamberî, dê bête helaq kirin. Û hemû peyxamberan, Samûyêl û yên li pey wî hatine û axifîne; hemûyan jî van rojan dane bihîstin. Hûn lawê peymana bi gotina ku wî ji peyxamberan re û ji Birahîm re gotiye: Dê hemû malbatên erdê di nifşeya te de bête pîroz kirin, Xwedê bi kalikên we re birriye ne. Xwedê, bona ku we her yekî ji rêyên xerab vegerîne û pîroz bike, Qûlê xwe vejand û pêşiyê ji we re şand! Û dema wan ji netewê re digotin; kahînan, fermandarê Perestgehê û Sadûqiyan, ji ber ku hînî gel dikirin û di Îsa de ji miriyan vejînê ve bang dikirin, zehf xeyîdîn û bi ser wan ve meşiyan. Û bi wan girtin û heta roja din wan di girtîgehê de hiştin, ji ber ku jixwe êvar bû. Lê belê gellekên ku gotinê bihîstin, baweriyê anîn û hejmara zilaman bû qasî pênc hezarî. Û dotira rojê wusa bû ku, rêvebirên wan, kalepîrên wan û zaniyarên wanî olê li Orşelîmê civiyan; xeynî Serokkahîn Hena, Qayafa, Yûhena, Skender û yên dinî ji nîjada Serokkahîn in jî li wir bûn. Û dema wan di navberê de sekinandin ji wan pirsîn: We vêya bi kîjan qudretê, an jî bi kîjan navî çêkirin? Wê demê Pêtrûs, bi Ruhê Pîroz ve tijî bû û ji wan re got: Ya rêvebirên gel û kalepîrno! Ger em îroj di derheqê karê qenc ya ji zilamê nexweş re bûye û ka bi çi re şîfayê dîtiye de têne vekolîn kirin, bila ji aliyê we û ji hemûya gelê Îsraêlê ve bête zanîn ku; ev zilama bi saya navê Îsa Mesîhê ku we xaç kir, lê belê Xwedê ji mirinê ve vejand, li ber we ûsa saxlem disekine. Ev, ew kevir e ku, ji aliyê we avakiran ve hatiye red kirin, bûye serkevirê quncikê ye. Û wekî din di tu kesî de xelasî nîne; ji ber ku di binya ezmên de di nav mirovan de wekî din navekî ku hatiye dayîn nîne ku, em bikaribin bi wî xelas bibin! Lê belê gava wan mêrxasiya Pêtrûs û Yûhena dîtin û hîn bûn ku vana kesên rêzî û perwerdê nedîtine ne, ecêb man û fêhm kirin ku ew bi Îsa re mane. Û zilamê hatiye baş kirin, tevî wan sekinî dîtin, nekarîn ku li dijî vêya bêjin. Lê belê paşî emir dan wan ku derkevin derve, rewşê di nav xwe de guftego kirin û gotin: Ma em ê ji van zilamana re çi bikin? Ji ber ku hemû kesên li Orşelîmê dijîn, dizanin ku bi destê vana mûcîzetek serrêzî çê bûye û em nikarin vêya înkar bikin. Lê belê bona ku di nava netewê de hîn jî zêde belav nebe, em gefan li wan bidin ku bila êdî bi vî navî, gotinê ji kesî re nebêjin! Û bangî wan kirin, bona ku tu carî bi navê Îsa nebêjin û nedin hînkirinê, emir dan wan. Lê belê Pêtrûs û Yûhena bersivê dan wan û gotin: Ma ji Xwedê zêdetir guhdana gotina we, di çavê Xwedê de rast e? hûn darizînin! Ji ber ku em bêyî têgîhandina dîtin û bihîstinên xwe nikarin bisekinin! Û ji ber gel bi nezaniya ku, ka dê wan çawa bi ceza bikin, hîn gellekî din gefa li wan xwarin û wan berdan, ji ber, her kes ji bona karê ku bûye Xwedê bilindtir dikirin. Ji ber, temenê zilamê ku li ser wî mûcîzeta şifê çêbûbû, çelî derbas kiribû. Paşî ku ew serbest hatin berdan, vegeriyan cem hevalên xwe û hemû tiştên ku serokên kahînan û kalepîran ji wan re gotine têgîhandin wan. Û dema wan vana bihîstin, bi hev re deng ji Xwedê re bilind kirin û gotin: Ya Xudan, Xwedayê ku erd û ezman û behrê û hemûyên di nava wan de afirandiye tu yî. Te bi navgîniya Ruhê Pîroz, ji devê bapîrê me Dawid ve got: Çima netewe hêrs bûn û gelan sazûmanên vala ava kirin? Qiralên rûyê erdê rêz bûn û rêvebiran, li dijî Xudan û Mesîhê wî, hatin cem hev. Belê, bi rastî jî Hêrodês û Pontiyûs Pîlato, di vî bajarî de bi gelê Îsraêl û neteweyan ve yek bûn û li dijî qûlê te Îsayê ku te mesh kiriye, civiyan. Her tiştên ku bi hêz û xwestina te, te ji berê ve bi xwe qirar dabû, anîn cîh. Û niha, ya Xudan, li gefên wan binihêre! Hêzê bide qûlên xwe ku, bila biwêrin gotinên te bibêjin; bona bi navê qûlên te yî Pîroz Îsa, başkirina nexweşan, bona afirandina nuwaze û mûcîzetan destê xwe dirêj bike! Û piştî ku wan dua kirin, cîhê ku lê civiyabûn hejiya; hemû bi Ruhê Pîroz ve tijî bûn û bi metirsî gotina Xwedê digotin. Civaka bawerkiran yek dil û yek can bû û tu kes, bona tiştekî ku xwediyê wê ye nedigot: Ev ya min e; lê belê her tişt ji bo wan hevpar bû. Û şagirtan, ji vejîna Xudan Îsa re, bi awayekî bi bandûr şahdeyiyê dikirin û lutfa mezin li ser hemûyan bû. Ji ber ku di nav wan de tu kesî xizan tune bû; lewma hemû kesên xwedî zevî an jî xwedî xanî, vana difirotin û berdêla vana dianîn û li ber lingên şagirtan datanîn û ev jî ji her kesî re, li gor motajiya wî kesî dihat par kirin. Zeviyekî Ûsivê Qibrisî, zilamê Lêwiyî yê ku ji aliyê şagirtan ve bi navê Barnabas (ku bê vergerandin, tê mana: Lawê Xemrevînê) tête gotin û bîranîn hebû û wê firot, pere anî û danî li ber lingên şagirtan. Lê belê zilamekî ku bi navê Hananya ve tête nasîn tevî pîreka xwe Safîra, milkekî firot, wekî hayê pîreka wî jî hebe ji qîmeta wê hinekî ji xwe re veqetand û yên din bir û danî li ber lingên şagirtan. Lê belê Pêtrûs got: Hananya, çima Îblîs dilê te tijî kir, ûsa ku, te derewan ji Ruhê Pîroz re got û qismek ji berdêla zeviyê ji xwe re veqetand? Ma çawa ku dima, ji te re nedima? Û paşî ku te wê firot, ma ne di bin serweriya te de bû? Çawa bû ku te vî tiştî xist dilê xwe? Te ne ji mirovan re, lê ji Xwedê re derew kir! Dema Hananya van gotinan bihîst, ket erdê û can da. Û tirsek mezin ket ser hemû kesên ku bihîstine. Xort rabûn, wî bi kefen kirin û derxistin ji derve û binax kirin. Û wusa bû ku, hema qasî bi navberiya sê saetî pîreka wî jî, ji tiştê ku bûyiye bêhay ket hundir. Pêtrûs ji wê re: Ji min re bibêje, ma we zeviyê bi vê berdêla firotin? pirsî. Wê jî got: Belê, bi vê berdêlê! Lê belê Pêtrûs ji wê re got: Bona Ruhê Xudan biceribînin, çawa bû ku we di nava xwe de yekgotinî kirin? A vay, dengê lingên yên mêrê te binax kirin li ber derî ye, dê te jî bibin derve! Ew jî hema li ber lingên Pêtrûs ket û can da û gava xort ketin hundir dîtin ku ew miriye û wê birin derve û li cem mêrê wê binax kirin. Û tirsa mezin ket ser hemûya Dêrê û hemûyên ku van tiştan bihîstine. Bi destên şagirtan ve, di nava gel de pirr mûcîzet û nuwazeyan dihatin afirandin û hemû pev re, li Eywana Silêman bûn. Gel hurmetek mezin ji wan re dikirin, lê belê dîsa jî ji yên din kesek nediwêriya ku tevî wan bibe; lê belê hîn gellek zilam û pîrekên ku bawerî anîne, beşdarî Xudan dibûn; wusa ku, dema Pêtrûs derbas bibe, qet nebe bona siya wî yekî ji wan ve bi sî bike, yên nexweş derdixistin kûçan û datanîn ser doşeg û sekûyan. Ji aliyên bajarên li dora Orşelîmê ne jî, nexweşan û yên ji ruhê xerab ve êşê dikişînin anîn û civiyan; hemûyên wan şifê dîtin. Serokkahîn û hemûyên bi wî re, yên bi çavnebariyê ve tijî bûn ku, ji mezheba Sadûqiyan bûn û dest avêtin ser şagirtan û wan avêtin girtîgeha dewletê. Lê belê milyaketekî Xudan, bi şev deriyên zîndanê vekir û wan derxist derve û got: Herin, bikevin Perestgehê û hemû gotinên vê jiyana bigihînin gel! Û wan gava vêya bihîstin, hîn roj dihilat ketin Perestgehê û dest bi dersdanê kirin. Û dema Serokkahîn û yên bi wî re ne, hatin, bona civînê bangî Civata Netewî û hemû kalepîrên gelê Îsraêlê kirin û bona anîna wan, zilam şandin girtîgehê. Lê belê dema karmend hatin, ew di zîndanê de nedîtin. Şunda vegeriyan, agahiyê têgîhandin û gotin: Me girtîgehê zexm girtî û nobedaran li ber deriyan sekinî dîtin; lê belê gava vekirin, me li hundir tu kesî nedîtin! Fermandarê parazkirê Perestgehê û serokên kahînan, dema van gotinan bihîstin şaş û metal man, miraq kirin ku ka dê dawiya vî karî bigihêje ku. Wê demê zilamekî hate cem wan, bi gotina: Binihêrin, zilamên ku we avêtibûn girtîgehê, di Perestgehê de dersê didin gel! agahiyê da wan. Li ser vêya fermandar bi karmendan çûn û wan bêyî zordayînê anîn; ji ber ku bi gotina; em ê bêne recimandin, ji gel ve ditirsiyan. Û ew anîn û derxistin ber Civata Netewî û Serokkahîn pirsiyariyê li wan kir û got: Bona ku hûn bi vî navî nedin hînkirin, me temmiyek qenc ji we re kirin û a vay, we bi hînkariya xwe ve Orşelîmê tijî kirin û hûn di vê nêta de ne ku xwîna vî zilamî bi ser me ve bînin! Lê belê Pêtrûs û şagirtan bersivê dan û gotin: Hewce dike ku mirov, ji mirovan zêdetir, ji Xwedê re îtaet bike! Xwedayê bapîrên me, Îsayê ku we bi darê ve daliqandin û kuştin, vejand. Xwedê bi destê xwe yî rastê, wî bi Serok û Xelasker bûnê ve bilind kir, da ku, bila tobe kirin û bexşandina gunehan bide Îsraêlê. Em şahdeyê van tişta ne û Ruhê Pîroz yê Xwedê dide kesên ku ji wî re îtaet dikin jî şahde ye. Lê belê dema wan vêya bihîstin, zehf hêrs bûn û xwestin ku şagirtan bikujin. Lê belê Fêrîsiyekî birêziya hemûya gel qezenc kiriye û mamosteyê zagonê ye ku, navê wî Gamalyel e, di Civata Netewî de rabû ser pêlan û emir da ku şagirtan demekî kurt derxînin derve û wî ji wan re got: Ya mêrên Îsraêlê, ji ber tiştê ku hûn di derheqê van zilaman de li ser kirinê ne, xwe biparêzin! Ji ber ku berî van rojan Tevdas, xwe wekî ku tiştekî be da xuya kirin û serî hilda; qasî çar sed mirovî jî tevî wî bûn; ew bi xwe hate kuştin û hemûyên ji wî re îtaet kiribûn belav bûn û tune bûn. Paşî wê Cihûdayê Celîlî, di rojên jimartinê de derket qadê, gellek mirovî xapandin û li pey xwe xistin; ew jî helaq bû û hemûyên ji wî re îtaet kiribûn hatin belav kirin. Û niha ez ji we re bibêjim: Dev ji van zilaman berdin û wan berdin ku, hûn nebin yên li dijî Xwedê jî cengê dikin, ji ber ku, ger ev nêt, an ev kar ji mirovan be, dê xera bibe; lê belê ger ji Xwedê be, bona xerakirina wan hêza we qîm nake! Û wan şîreta wî qebûl kirin û paşî ku bangî şagirtan kirin û li wan xistin, bona ku bi navê Îsa ve nebêjin temmî li wan kirin û wan berdan. Bi vî awayî, ew bi kêfxweşiya, ji ber ku ew bona wî navî liyaqî heqaretê hatine dîtin, ji ber Civata Netewî ve derketin. Û her roj di Perestgeh û malan de dev ji dersdanê û ji belav kirina Mizgîniya di derheqê Îsa Mesîh de bernedan. Di wan rojên ku şagirt zêde dibûn de, ji Cihûdên bi zimanê Grekî diaxifîn, li dijî Îbraniyan miremir çêbû; ji ber ku di alîkariya rojane de li jinebiyên wan ve nedihat nêrîn. Û li ser vêya Donzdehan, civata şagirtan bangî cem xwe kirin û gotin: Dev ji gotina Xwedê berdan û ji sifran re xizmet kirina me ne qenc e. Bo vê sedemê, ya birano, ji nava xwe heft kesê birêz, yên bi Ruh û zaniyariyê ve tijî hilbijêrin; em wan bona vî karî wezîfedar bikin. Em jî di duayê û xizmeta gotinê de bi xîret bidomînin! Û vê gotina ji hemû civakê re xweş hate dîtin û wan Steyfanê zilamek bi bawerî û Ruhê Pîroz ve tijî û Fîlîpûs û Prokorûs û Nêkanor û Tîmon û Parmenas û Nîkolayê Antaqyayî yê vegeriyaye ser Cihûdiyê bijartin û derxistin ber şagirtan; şagirtan jî piştî ku dua kirin, destê xwe danîn ser wan. Û gotina Xwedê belav dibû û li Orşelîmê hejmara şagirtan zehf zêde dibû û gellekê kahînan jî ji baweriyê re îtaet dikirin. Steyfanê bi xêr û bi qudretê ve tijî, di nava gel de nuwaze û mûcîzetên mezin diafirand. Lê belê hinek endamên kenişta bi navê kenişta Lîbertiyan tête nasîn û hinek kesên ji Kîrênê û Îskenderiyê û Kîlîkyayê û ji Wilayeta Asyayê rabûn û bi Steyfan re dest bi keftûleftê kirin û hêz neanîn ku li ber zaniyarî û Ruhê di axaftina wî de bisekinin. Wê gavê zilaman xapandin û vana: Li dijî Mûsa û Xwedê kufirkirina wî me bihîstin! gotin. Û wan gel û kalepîran û alimên zagonê kişkişandin û çûn ew pê girtin û derxistin pêşiya Civata Netewî. Û şahdeyê derewçîn danîn û vana gotin: Ev zilama dev ji axaftina gotinên li dijî wê derê pîroz û zagonê ve bernade! Ji ber ku, me gotina wî ya: Dê Îsayê Nisretî vir xera bike û kevneşopên Mûsa daye me biguherîne, bihîstin! Û gava hemû kesên li Civata Netewî rûniştîbûn, li wî nihêrtin, wecê wî mîna wecê milyaketekî dîtin. Serokkahîn got: Ma ev tiştan wusa ne? Wî jî got: Birano û bavno, guhdarî bikin! Dema hîn bapîrê me Birahîm li Mezopotamyayê bû, berî ku li Haranê bi cîh bibe, Xwedayê Mezin xuyayî wî bû û ji wî re got: Ji welatê xwe û ji cem merivê xwe derkeve û here welatê ku ez ê nîşanî te bidim! Wê demê ew ji welatê Kildaniyan derket û li Haranê bi cîh bû. Û piştî mirina bavê wî, Xwedê wî ji wir girt û anî vî welatê ku niha hûn li wê dijîn. Û li vir jê re bi mêrasî cîhekî lingê xwe deyne jî neda wî; lê belê çaxa hîn zarokê wî tunebû, wir, bi milkî ji wî re û werta wî re dayînê wad kir. Xwedê ûsa got: Dê neviyên te, li welatek xerîb, li biyaniyê bijîn û çar sed salî bi dîlitî bên şuxulandin û muamela xerab bibînin. Û Xwedê got: Ez ê netewa ku ji wan re dîlitiyê bikin, bidim ceza kirin û paşî vêya dê ji wir derkevin û li vê derê ji min re peristinê bikin. Û peymana sunetê da wî û bi vî awayî Birahîm bû bavê Îshaq û wî di roja heyştan de sunet kir û Îshaq bû bavê Aqûp, Aqûp jî bû bavê donzdeh bapîrên mezin. Û bapîrên mezin çavnebariyê li Ûsiv kirin, wî bi dîlitî firotin Misirê û Xwedê bi wî re bû û wî ji hemû tengasiyên wî ve xelas kir û li ber qiralê Misirê Fîrawûn xêr û zaniyarî da wî; wî jî ew li ser Misirê û hemûya mala xwe kir parêzger. Û xela li hemû welatê Kenan û Misirê ve xist û tengasiyên mezin dest pê kirin û bapîrên me nikarîbûn xwarinê bidîtana. Lê belê dema Aqûp bihîst ku li Misirê zad heye, cara pêşîn bapîrên me şand. Û di cara duwemîn de, Ûsiv kîbûna xwe ji birayên xwe re got û werta Ûsiv ji Fîrawûn re eşkere bû. Ûsiv jî xeber şand û bavê xwe Aqûp û hemû merivên xwe, heftê û pênc canî da bang kirinê. Û Aqûp çû Misirê û ew jî û bapîrên me jî mirin. Û cesedên wan anîn Şekemê û xistin goristana Birahîm, ya ku li Şekemê, ji Lawên Hamor ve bi bihayek pera ve stendibû. Lê belê dema wexta rastbûna soza ku Xwedê ji Birahîm re daye nêzîk bû, li Misirê hejmara gel zehf zêde bûbû; heta wê gavê ku, qiralekî din yê Ûsiv nas nedikir, li Misirê derket ser textê. Ev qiral, ji nîjada me re fenekî kir û bona ku nejîn ji bo zarokên xwe bavêjin derve, zehmetê da bapîrên me. Mûsa di wê demê de hate dinê û zehf xweşik bû û ew sê meh di mala bavê xwe de hate xwedî kirin. Û gava wî avêtin derve; qîza Fîrawûn wî dît û ji xwe re kir zarok û wekî lawê wê be, wî mezin kir. Û Mûsa di hemû beşên îlmê Misiriyan de hate perwerde kirin û him di gotinê de û him jî di lêkerê de bi qudret bû. Lê belê dema sala çelan tijî kir, xwesteka dîtina rewşa birayên xwe, lawên Îsraêlê ket dilê wî. Û gava ku wî dît, neheqiyê li yekî ji wan ve dikin, wî parast û bi kuştina Misiriyê ku neheqiyê dike, tola yê belengaz stend. Wî zen dikir ku; birayên wî fêhm kirine ku, dê Xwedê bi destê wî ve xelasiyê bide wan; lê belê wan fêhm nekirin. Dotira rojê dema wan keftûleftê dikirin, xwe nîşanî wan da û xwest ku wan li hev bîne û got: Efendîno, hûn bira ne; çima hûn neheqiyê li hev û din dikin? Lê belê kesê ku neheqiyê li cîranê xwe dikir, wî bi alîkî ve tan da û got: Ma kî te li serê me kiriye rêvebir û dadger? Ma mîna ku te do yê Misirî kuşt, tu dixwazî min jî bukujî? Li ser vê gotina, Mûsa reviya û li welatê Mîdyanê bû mêvan, li wir bû bavê du lawî. Û gava çel sal tijî bû, li çola Çiyayê Sînayê, di nava agirê sincikekê dişewite de, milyaketek ji wî re xuya bû. Û gava Mûsa dît, bi vê dîtinê ve şaş ma û dema bona ku hîn jî ji nêzîka ve lê binihêre, nêzîk bû; dengê Xudan hat: Ez Xwedayê bapîrên te, Xwedayê Birahîm û Îshaq û Aqûp im! Mûsayê bi tirs dilerziya, newêribû ku lê binihêre. Lê belê Xudan ji wî re got: Çarixên xwe ji lingên xwe derxîne! Ji ber, cîhê ku tu li ser sekiniye, axa pîroz e! Bi rastî jî min tengasiya netewa xwe yî li Misirê ye dît û nalînên wê bihîstim û bona xelaskirina wan daketim; niha were, ez ê te bişînim Misirê! Ev Mûsaya, yê ku bi gotina: Kî te li serê me kiriye rêvebir û darazkir? nexwestin, Xwedê bi destê milyaketê ku di nava sincikê de ji wî re xuyanî bûye, wî bi rêvebirî û xelaskerbûniyê ve şand. Wî zilama li Misirê û li Behra Gewez û çel sal li çolê bi çêkirina nuwaze û mûcîzetan wan derxist. Yê ku ji lawên Îsraêlê re got: Dê Xwedê, ji nava birayên we peyxamberekî mîna min derxîne, ew Mûsaya ye. Milyaketê ku li Çiyayê Sînayê jê re gotiye û yê ku bi bapîrên me re di Dêra çolê ye de bû ew bû; ew ku, bona bigêhîne me, gotinên zindî stend. Û bapîrên me nexwestin ku ji wî re îtaet bikin; wî red kirin û bi dilê xwe vegeriyan Misirê. Û ji Harûn re gotin: Îlahên pêşengiyê ji me re bikin, çêbike; ji ber, em nizanin ku ji wî Mûsayê me ji warê Misirê ve derxistiye re çi bûye! Û di wan rojan de golikek çêkirin; ji senemê re qurbanê pêşkêş kirin û bi karên destên xwe ve kêfxweş bûn. Û Xwedê wecê xwe ji wan ve zivirand û wan, bona qûlitiyê ji cismên ezmanî re bikin terikand; mîna ku di pirtûka peyxamberan de hatiye nivîsandin: Ya mala Îsraêlê, li çolê di çel salî de, ma we boraq û qurbanan bona min pêşkêş kirin? We çadira Moloq û stêrka îlahê xwe Refan, bona ku ji wan re peristinê bikin, senemên ku we çêkiribûn kişandin. Û ez ê we ji Babîlê wêdetir bajom. Bona li gor mînaka ku wî dîtiye ava bike, mîna yê ku bi Mûsa re axifiye emir dayiye, Çadira Şahdeyiyê li çolê bi kalikên me re bû. Kalikên me bi dorê stendin û tevî Yêşû, wî anîn milkên neteweyan; Xwedê wan neteweyan heta rojên Dawid ji ber kalikên me ve qewirand. Dawidê ecibandina Xwedê qezenc kir û xwest ku bona Xwedayê Aqûp sitargehekê ava bike. Lê belê Silêman ji wî re xaniyek ava kir. Çi heye ku, Yê Bilind, li xaniyên bi destan ve hatine ava kirin rûnanê; mîna ku peyxamber dibêje: Ezman textê min û rûyê erdê pêlikên lingên min in. Ma hûn ê xaniyekî çawa ji min re ava bikin? Xudan dibêje; an jî cîhê ku ez lê rawestim ku der e? Ma yê ku vana hemûyan ava kiriye, ne destê min in? Ya zilamên ku histuyên wan hişk, dil û guhên wan bêsunet in! Hûn her tim li dijî Ruhê Pîroz disekinin; mîna ku bapîrên we kirine, hûn jî dikin! Ma bapîrên we zordestiyê li kîjan peyxamberî nekirin ku? Û kesên hatina wî Salihî ji berê ve têgîhandin, kuştin; hûn jî niha bûn xayîn û qesasên wî! Hûn ku, we zagonê mîna ku milyaketan rêz kirine girtin û pê negirtin. Dema wan van tiştan bihîstin, zehf hêrs bûn û li ser wî diranan qîriçandin. Lê belê wî, bi Ruhê Pîroz ve tijî çavên xwe wergerand ezmanan û li wir rewnaqiya Xwedê û Îsayê li rastê Xwedê ve sekinî dît û got: A vay, ez vebûna ezmanan û sekina Lawê Mirov li rastê Xwedê dibînim! Lê belê ew bi dengê bilind qêriyan û guhên xwe girtin û gişt pev re êrîşî ser wî kirin. Û wî avêtin dervê bajêr û dan ber keviran û şahidan xeftanên xwe danîn ber lingê ciwanekî ku, navê wî Saûl bû. Û dema Steyfan bi gotina: Ya Xudan Îsa, ruhê min bistîne! dua dikir, wî dan ber keviran. Û wî çok da û bi dengekî bilind got: Ya Xudan, vî gunehî li wan bar meke! Û piştî ku wî vêya got, kete xewê. Û Saûl bi kuştina wî ve razî bûbû. Wê rojê li Orşelîmê, li dijî Dêrê dema zordestiyek giran dest pê kir; xeynî şagirtan, hemû belavî her aliyê Samîriyê û Cihûstanê bûn. Û zilamên ji Xwedê ditirsin, Steyfan binax kirin û bona wî şînekî mezin girtin. Lê belê Saûl, mal bi mal digeriya, Dêrê perîşan dikir û mêran û pîrekan kaş dikir û davêt girtîgehê. Êdî yên ku belav bûne, mizgîniya gotinê kirin û geriyan. Û Fîlîpûs çû bajarekî Samîriyê û ji wan re dest bi danasîna Mesîh kir. Û gava gel nuwazeyên ku çêkirine bihîstin û dîtin, gişt pevra guh dan tiştên ku ji aliyê Fîlîpûs ve tên gotin. Ji ber ku ji nava gellek kesî ruhên xerab bi bang kirina dengekî bilind derketin; gellek kesê felc û kûd hatin baş kirin. Û li wî bajarî kêfxweşiyek mezin çêbû. Lê belê li bajêr bi navê Şîmûn yekî sêrbaziyê dike û xwe mîna zilamekî mezin nîşan dide û bi vî awayî gelê Samîriyê şaş dike hebû û bi gotina: Qudreta Xwedê, ya ji wê re dibêjin Mezin, ev e; ji biçûk heta mezin hemûyan bala xwe didan wî. Ji ber ku di demeke dirêj de ye, wan bi sêrbaziya xwe şaş û metal hiştibû, bala xwe didan wî. Lê belê dema bi gotinên Fîlîpûs yê Mizgîniya di derheqê Serweriya Xwedê û navê Îsa Mesîh de bawer bûn, zilam û pîrekan hatin vaftîz kirin. Şîmûn bi xwe jî bawerî anî û vaftîz bû û her tim li cem Fîlîpûs ma û dema çêkirina nîşanên serxweza û mûcîzetên mezin dît, şaş û metal ma. Û şagirtên li Orşelîmê ne, dema bihîstin ku gelê Samîriyê gotina Xwedê qebûl kirine, Pêtrûs û Yûhena ji wan re şandin. Vana jî gava gîhaştin wir, bona ku Ruhê Pîroz bigirin, ji bo wan dua kirin; ji ber ku ew hîn daneketibû ser wan yekî jî; tenê bi navê Xudan Îsa ve vaftîz bûbûn. Wê demê şagirtan destên xwe danîn ser wan, wan jî Ruhê Pîroz girtin. Û dema Şîmûn dît ku, bi vê rêxistina dest danîna şagirtan ve Ruhê Pîroz girtin, wî pere ji wan re anî û got: Vê qudretê bidin min jî ku, ez her destê xwe deynim ser kî, bila Ruhê Pîroz bigire! Lê belê Pêtrûs ji wî re got: Bila perê te bi te re helaq bibe! Ji ber ku te got qey ez ê xelata Xwedê bi peran ve bi dest bixim! Di vî karî de ne para te heye û ne jî nisîbê te heye; ji ber ku dilê te li ber Xwedê ne rast e! Niha ji vê xerabiya xwe ve tobe bike û li ber Xudan bigere, dibe ku ev fikra dilê te ji te re bête bexşandin. Ji ber ku, ez te di tahliya ziravê de û pêwendiya rêşaşiyê de dibînim! Şîmûn jî bersiv da û got: Bona min hûn li ber Xudan bigerin ku bila ji van gotinên we, tu yek neyê serê min! Paşî ku wan li gor gotina Xudan şahdeyiyê kirin û gotin, li gellek gundê Samîriyê bi waz kirina Mizgîniyê vegeriyan Orşelîmê. Lê belê milyaketekî Xudan ji Fîlîpûs re axifî û got: Rabe, here rêgeha ji başûr ve, ji Orşelîmê ve dadikeve Gazayê, ew der çol e. Ew jî rabû û çû û a vay, zilamek ji Hebeşîstanê, wezîrê Kandakî ya qiralîça Hebeşîstanê, yekî hatiye xesandin yê berpirsiyarê hemû xezîneyên wê ye, bona peristinê hatibû Orşelîmê û ew şunda vedigeriya û di erebeya xwe de rûniştî, Îşaya peyxamber dixwend. Û Ruh ji Fîlîpûs re got: Here, bigihêje wê erebê! Fîlîpûs jî baz da cem û bihîst ku ew Îşaya peyxamber dixwîne û got: Gelo tu tiştê ku dixwîne, fêhm dikî? Wî jî got: Heta ku mirovek rê nîşanî min nede, ez ê çawa bikaribim ku fêhm bikim? Û bona ku Fîlîpûs siwar be û li cem wî rûne rica kir. Û cîhê ku ji kitêbê ve dixwend ev bû: Mîna mîhan ji serjêkirinê re hate birin û çawa ku li ber kesên hirî diqusîne berxik dengê xwe dernexe, ûsa devê xwe venake. Dema hate biçûk dîtin, dadî ji wî ve hate parastin. Dê kî nîjada wî di bîr de bîne? Ji ber ku, li rûyê erdê dawî dan jiyana wî. Yê xesandî jî bersivê da Fîlîpûs û got: Ez ji te rica dikim, peyxamber vêya ji bo kî dibêje? Ji bo xwe, an ji bo yekî din? Fîlîpûs jî devê xwe vekir û ji vî nivîsê ve dest pê kir û Mizgîniya di derheqê Îsa de têgihand wî. Û dema di rê de diçûn, hatin cem avekê û yê xesandî got: A vay, av! Ma çi astengî li ber vaftîz bûna min heye? Û Fîlîpûs got: Ger tu bi hemûya dilê xwe bawer bikî caiz e! Û wî bersivê da û got: Ez baweriyê tînim ku, Îsa Mesîh Lawê Xwedê ye! Û wî emir da ku erebe bê sekinandin; Fîlîpûs û yê xesandî her du jî ketin nav avê û Fîlîpûs wî vaftîz kir. Û dema ji avê ve derketin, Ruhê Xudan Fîlîpûs girt û bir û yê xesandî êdî ew nedît, ji ber ku bi kêfxweşiyê ve bi rêya xwe ve çû. Lê Fîlîpûs jî li Aşdotê hate dîtin û heta ku bigihêje Sezariyê digeriya û li hemû bajaran mizgîniya Încîlê dikir. Lê Saûl, hîn li dijî şagirtên Xudan ve hilma qesas û gefê dida, çû cem Serokkahîn û dixwaze bila mêr bibe, an jin bibe, her yê ku ji vê Rêya ne bibîne, bona ku bi girêdanê bîne Orşelîmê, ji wî ve ji keniştên Şamê re nameyan xwest. Û dema wî rê girt û nêzîkî Şamê bû, wusa bû ku, nişka ve ronahiyek ji ezman ve hat, dora wî ronî kir. Û ew kete erdê û bihîst ku dengek ji wî re dibêje: Saûl! Saûl! Çima tu zilmê li min dikî? Wî jî got: Ya Xudan, tu kî yî? Û wî got: Ez Îsayê ku tu zilmê lê dike me. Bi dijrabûnê mesasê, tu xesarê didî xwe! Wî bi lerizîn û bi tirs got: Ya Xudan, tu dixwazî ez çi bikim? Û Xudan got: Rabe û bikeve bajêr, dê hewcedariyê kirinên te ji te re bê têgîhandin! Zilamên ku bi wî re rêwîtiyê dikirin, bê ziman li wir sekinîbûn; ji ber ku wan deng bihîstin jî, lê belê tu kesî nedîtin. Û Saûl ji erdê rabû, dema çavên xwe vekir, tu kesek nedît. Wan jî bi destên wî girtin û birin Şamê. Û wî heta sê rojî nikarîbû bidîta, ne tiştekî xwar û ne jî vexwar. Û li Şamê şagirtek bi navê Hananya hebû û di dîtinekê de Xudan ji wî re got: Hananya! Û wî jî got: Ez li vir im, ya Xudan! Û Xudan ji wî re got: Rabe û here kuça ku navê wê Kuça Rast e û li mala Cihûda, zilamekî Tarsûsî ku, navê wî Saûl e bigere. Ji ber ku a vay, ew dua dike! Û di dîtina xwe de dîtiye ku mirovek bi navê Hananya hatiye cem wî û bona çavên wî dîsa bibînin destê xwe daniye ser wî. Û Hananya bersivê da: Ya Xudan, di derheqê vî zilamî de, li Orşelîmê ji pîrozên te re çiqas xerabiyan kiriye, ji gellek kesan bihîstim! Û bona li vir heçî kesên ku navê te bang dikin girê bide, ji serokên kahînan ve rayedariya wî heye! Lê belê Xudan ji wî re got: Here, ji ber ku ew, bona ku navê min ji neteweyan re, ji qiralan re û ji lawên Îsraêl re bide bihîstin, hacetekî bona min hatiye bijartin e! Ji ber, ez ê nîşanî wî bidim, hewce dike ku ew di oxra navê min de çiqasî tengasiyê bikişîne. Û Hananya çû, ket wê malê û destên xwe danî ser Saûl û got: Birayê Saûl, dema tu dihat vir, Xudanê di rê de ji te re xuyanî bûyî, Îsa, bona ku çavên te vebin û tu bi Ruhê Pîroz ve tijî bibî, min şand! Hema ji çavên wî tiştên mîna perdê ketin û wî dîsa dît û rabû vaftîz bû, xwarinê xwar û quwetê dît. Û Saûl, çend rojan li cem şagirtên li Şamê ne ma. Hema li keniştan bi gotina, Îsa Lawê Xwedê ye, wazê da. Û hemûyên ku dibihîstin, ecêb diman û digotin: Ma ev ne ew zilamê ku kesên li Orşelîmê qala vî navî dikirin perîşan kiriye yî û bona ku wan bi girêdayî ji serokên kahînan re bibe nehatibû vir? Lê belê Saûl hîn zêde xwurt dibû; di derheqê Mesîhiya wî de delîlan nîşan dida û Cihûdên li Şamê dijîn şaş û metal dihiştin. Piştî ku di navberê de pirr roj derbas bûn; Cihûdan, bona ku wî bikujin, fenekî ava kirin. Lê belê nûçeya di derheqê fena ku ava kirine de gîhaşt Saûl. Bona ku wî bikujin, wan bi şev û roj çavnêriya deriyan dikirin. Lê belê şagirtên wî, bi şevê wî girtin û ji dîwêr derbas kirin û di nava zembîlekî de dahelandin û daxistin. Dema Saûl gîhaşt Orşelîmê, şuxulî ku beşdarî şagirtan bibe; lê belê hemû ji wî ditirsiyan û bawer nedibûn ku ew şagirt e. Lê belê Barnabas wî girt û anî cem şagirtan û ka di rê de Xudan çawa dîtiye û Xudan çawa jê re gotiye û li Şamê bi navê Îsa ve çawa bi cesaret wazê daye, ji wan re gihand. Û ew, li Orşelîmê bi wan re derdiket û diketê û bêtirs di navê Xudan Îsa de waz dida. Û bi Cihûdên zimanên wan Grekî ne re jî diaxifî û guftegoyê dikir; lê belê wan pêşniyariya kuştina wî dikirin. Û dema birayan hînî vêya bûn, wî birin Sezariyê û şandin Tarsûsê. Bi vî awayî hemû Dêrên li Cihûstanê, Celîlê û Samîriyê ne, gîhaştin dilxweşiyê û di tirsa Xwedê de dijiyan û bi alîkariya Ruhê Pîroz ve, bi hejmarî mezin dibûn. Û wusa bû ku, gava Pêtrûsê li her aliyê digeriya, serîkî da pîrozên li Lîddayê dijîn jî. Li wir zilamekî bi navê Eynêyas e dît ku, kûd bûbû û heyşt sal bû ku di nava livînan de bû. Pêtrûs ji wî re got: Eynêyas, Îsa Mesîh te baş dike; rabe û livînên xwe bide hev! Û ew jî hema rabû. Û hemû kesên li Lîddayê û Şaronê ve rûdiniştin, wî dîtin û vegeriyan Xudan. Li Yafayê şagirteke pîrek, ya navê wê Tabîtha ye hebû; (ku wergera wê, tê mana: Xezalê ); karên qenc û xêratên vê pîreka, gellek bûn. Û wusa bû ku, ew di wan rojan de nexweş ket û mir û piştî ku wê şuştin, danîn odeyek qatê jorîn. Ji ber ku Lîdda nêzîkî Yafayê ye, şagirtên ku bihîstin Pêtrûs li wê derê ye, du kesî ji wî re şandin û gotin: Bê wext derbaskirinê were cem me û li ber wî geriyan. Pêtrûs jî rabû û bi wan re çû. Û dema ew hat, wî derxistin oda qatê jorîn; hemû pîrekên bî, bi girî li dora wî ve civiyan, kinc û lîbasên dema Xezal bi wan re bû dirûtibû nîşanî wî dan. Lê belê Pêtrûs her kesî derxist derve, çok da û dua kir; pişt re vegeriya miriyê û got: Tabîtha, rabe! Wê jî çavên xwe vekir û dema wê Pêtrûs dît, rabû û rûnişt. Pêtrûs destê xwe dirêjî wê kir û wê rakir ser pêlan û bangî pîrozan û pîrekên bî kir, wê bi saxî da wan. Lê belê li hemûya Yafayê ev têzanîn bû û gellekan bawerî bi Xudan anîn. Û wusa bû ku, Pêtrûs demekî dirêj li Yafayê, li mala debaxekî navê wî Şîmûn e ma. Li Sezariyê, li Tabûra ku jê re Îtalyanî digotin, zilamekî bi navê Kornêlyûs hebû; zilamekî bawermend û bi hemû maliyên xwe re yekî ji Xwedê ditirsiya bû; zehf sedeqe dida gel û her tim ji Xwedê re dua dikir. Di nêzîkî saeta nehemîn ya rojê de di xewn û xeyalekî de, bi eşkeretî dît ku milyaketekê Xwedê hate cem wî û ji wî re got: Ya Kornêlyûs! Û wî di nava tirsê de çavên xwe ber bi wî rakir û got: Çî ye, ya Xudan? Milyaket jî ji wî re got: Dua û sedeqeyên te, ji bona di bîranînê de gîhaştin qatê Xwedê! Niha bona tu bangî Şîmûn ku, ji wî re Pêtrûs dibêjin, bikî, zilaman bişîne Yafayê. Ew li mala Şîmûnê debax, yê ku mala wî li qeraxa behrê ye mêvan e! Dema milyaketê ku jê re digot çû, wî ji xulamên xwe bangî du kesî û ji yên ku her tim xizmeta wî dikin re bangî leşkerek bawermend kir û piştî ku her tiştî ji wan re got, wan şand Yafayê. Dotira rojê dema wan rê girtibûn û nêzîkî bajêr bûbûn, saet li dora şeşan Pêtrûs, bona dua bike derket ser xanî. Dema ew zehf birçî bû, xwarinê xwest û gava hîn xwarinê amade dikirin, ew ji xwe ve derbas bû. Û wî dît ku ezman vedibe û firaqakî mîna çarşefekî mezin, ji çar alî ve hatiye berdan û dadikeve rûyê erdê; di hundirê wê de bi her tewrî heywanên li rûyê erdê ve dijîn, yên çarling, marîjok û civîkên ezmanan hebûn. Û dengekî ji wî re got: Rabe, Pêtrûs, serjêke û bixwe! Lê belê Perûs got: Tu carî nabe, ya Xudan! Ji ber ku min tu carî tiştekî rêze, an jî mindar nexwariye! Deng dîsa, cara duwemîn ji wî re got: Tiştên ku Xwedê paqij kiriye, tu rêze meke! Û vêya sê carî çêbû û firaq hema bi ezman ve hate hilatin. Pêtrûs di nava şaşiyê de bû; hîn difikirî ku ev xewn û xeyala ku dîtiye tê çi manê, a vay, zilamên ku ji aliyê Kornêlyûs ve hatibûn şandin, mala Şîmûn pirsîbûn û hatibûn ber deriyê derve xwe spartibûn. Û wan bang kirin û pirsîn; ka Şîmûnê bi navê Pêtrûs ve tête nasîn, li vê malê mêvan e. Û gava Pêtrûs hîn li ser xewn û xeyalê difikirî, Ruh ji wî re got: A vay, sê meriv li te digerin! Lê belê rabe, dakeve jêr, qet ecêb nemîne û bi wan re here; ji ber ku min wan şand! Pêtrûs daket jêr û ji zilaman re got: A vay, mirovê ku hûn li wî digerin ez im; gelo sedema hatina we çî ye? Wan jî gotin: Mirovekî serpel, di navê Kornêlyûs de, rast û ji Xwedê ditirse û bi hemû gelê Cihûd ve qenc tê zanîn; milyaketekî pîroz emir da wî ku, bila te bangî mala xwe bike û guh bide gotinên te. Li ser vêya wî wan bangî hundir kir û kir mêvan. Dotira rojê ew rabû, bi wan re derket rê û hinek birayên li Yafayê ne bi wî re çûn. Û dotira rojê gîhaştin Sezariyê. Kornêlyûs jî mirovên xwe û hevalên xwe yî nêzîk civandibû, li benda wan bû. Û gava Pêtrûs ket hundir, Kornêlyûs hat pêşwaziya wî û xwe avêt ber lingên wî û secde kir. Lê belê Pêtrûs wî rakir û got: Rabe; ez jî mirovek im! Û dema ew bi wî re diaxifî, ket hundir, dît ku gellek mirov civiyane û ji wan re got: Hûn dizanin ku, yekî Cihûd, ger bi mirovekî ji neteweyek din re têkiliyan deyne, an jî here cem wî li dijî kevneşopa me ye; lê Xwedê nîşanî min daye ku, divê ez ji qet kesekî re rêze, an jî mindar nebêjim. Ji bo vêya, dema hatim bang kirin, bêyî li dijsekinê hatim. Niha ez dipirsim: Gelo we bi çi armancî min dan anîn? Kornêlyûs jî got: Çar roj berê, heta di van deman de ez rojî bûm, di saet nehan de, li mala xwe dua dikirim. Û a vay, zilamek kincên wî dibiriqe li ber min sekinî û got: Kornêlyûs, dua te hate bihîstin û sedeqeyên te li ber Xwedê hatin bi bîr anîn! Niha bişîne Yafayê, bangî Şîmûnê ku bi navê Pêtrûs ve tête nasîn, bike; ew li qeraxa behrê, li mala Şîmûnê debax mêvan e. Li ser vêya, min hema ji te re şandin û te jî bi hatina xwe qenc kir. Niha em hemû bona her tiştê ku Xudan emir daye te guhdarî bikin, li vir, li ber Xwedê civiyane! Pêtrûs jî devê xwe vekir û got: Ez bi rastî fêhm dikim ku, Xwedê li şexsan nanihêre; lê belê ji her netewê, yê ku ji wî ditirse û dadiyê dike, ji wî re hêja ye! Kelama ku bi navgîniya Xudanê her kesî Îsa Mesîh ve ji lawên Îsraêlê re bi mizgînî kirina xweşiyê ve şandiye; paşî vaftîza ku Yehya waz kiriye, tiştê ku ji Celîlê dest pê kiriye û li hemûya Cihûstanê ve bûye, yanê, ka Xwedê Îsayê Nisretî bi Ruhê Pîroz û bi qudretê ve çawa mesh kiriye û ew jî çawa bi qencî kirinê, bi şifê dayîna hemûyên ku ji aliyê Îblîs ve tahdê dîtine digeriya, hûn pê dizanin; ji ber ku Xwedê bi wî re bû. Û ji hemû tiştên ku li welatê Cihûdan û Orşelîmê kirine re, em şahde ne û wî bi dar ve daliqandin û kuştin. Xwedê, di roja sêwemîn de wî vejand û bi eşkeretî wî da xuyakirin; ne ji hemûya gel re, tenê ji şahdeyên ku pêşiyê ji aliyê Xwedê ve hatine bijartin re, ji me re, ji yên piştî ku ji miriyan vejiya, bi wî re dixwarin û vedixwarin re. Û wî emir da me ku, em ji gel re şahdeyiyê bikin û waz bidin ku Darazkirê mirî û zindiyan, yê ji aliyê Xwedê ve hatiye wezîfedar kirin, ew e. Hemû peyxamber, di derheqê wî de şahdeyiyê dikin, gunehê her kesê ku bi wî bawerî anîne, bi navê wî tête bexşandin. Hîn Pêtrûs van gotinan digot, Ruhê Pîroz daket ser her kesê ku gotinê dibihîzin. Û hemû bawerkirên sunetkirî yên bi Pêtrûs re hatine, ecêb man, ji ber ku xelata Ruhê Pîroz li ser neteweyan jî rijiyabû. Ji ber, wan dibihîstin ku, ew bi zimanan diaxifin û Xwedê bilindtir dikin. Wê gavê Pêtrûs bersiv da: Vana jî mîna me Ruhê Pîroz stendine; ma bona ku vana vaftîz nebin, kî dikare avê qedexe bike? Û wî emir da ku ew bi navê Îsa Mesîh vaftîz bibin. Wê gavê wan rica ji wî kirin ku, hîn çend rojan li cem wan bimîne. Şagirt û birayên li Cihûstanê ne, bihîstin ku neteweyan jî gotina Xwedê qebûl kirine. Û dema Pêtrûs çû Orşelîmê, alîgirtê sunetê wî rexne kirin û gotin: Tu çûyî mala bêsunetan û te bi wan re xwarinê xwar! Lê belê Pêtrûs ji serî ve dest pê kir û bûyeran yek û yek ji wan re got: Ez li bajarê Yafayê bûm û min dua dikir. Ez ji xwe derbas bûm û min xewn û xeyalekî dît; min dît ku ji ezman firaqekî mîna çarşefekî mezin, ji çar alî ve hatiye berdan û dadikeve heta cîhê min. Dema çavên xwe zîq dam ser û bi balkêşî li wê nihêrtim û fikirîm, bi her tewrî heywanên li rûyê erdê ve dijîn, yên çarling, marîjok û civîkên ezmanê dîtim. Û dengekî ku ji min re got: Rabe, Pêtrûs, serjê bike û bixwe! bihîstim. Lê belê min got: Tu carî nabe, ya Xudan! Ji ber ku tu carî tiştekî rêze an jî mindar neketiye devê min! Û deng dîsa, cara duwemîn ji ezmanan ve bersiv da: Tiştên ku Xwedê paqij kiriye, tu rêze meke! Û sê carî vêya bû û her tişt dîsa ber bi ezman ve hate hilatin. A vay, di wê demê de sê kesên ji Sezariyê ve ji min re hatine şandin, hatin û li ber mala ku ez li wê me, sekinîn. Û Ruh ji min re got, bê şik û şiphe bi wan re here. Ev her şeş bira jî bi min re hatin, em çûn, ketin mala wî zilamî. Û wî ji me re, di derheqê milyaketê ku di mala wî de sekiniye de têgîhand û ji wî re gotiye: Zilaman bişîne Yafayê, Şîmûnê ku bi navê Pêtrûs ve tête nasîn bide bang kirin; ew ê ji te re, gotinên ku tu û hemû maliyên te, hûn ê bi wan ve xelas bibin, bibêje. Dema min dest bi axaftinê kir, Ruhê Pîroz mîna ku di destpêkê de daket ser me, daket ser wan jî. Wê gavê min ew gotina ku Xudan gotibû, di bîra xwe de anî: Yehya bi avê ve vaftîz kir, lê belê hûn ê bi Ruhê Pîroz ve bên vaftîz kirin. Niha, dema me bawerî bi Xudan Îsa Mesîh anî, mîna ku ji me re bûyî, ger eynî xelatê Xwedê dabe wan jî, ma ez dibûm kî ku, bikaribim li dijî Xwedê bisekinim? Ew jî paşî ku vana bihîstin, aş bûn û Xwedê bilindtir kirin û gotin: Bi vî awayî Xwedê fersenda tobe kirinê û gîhaştina jiyanê daye neteweyan jî. Bawerkirên, li ser zordestiya bi kuştina Steyfan ve destpêkir belav bûbûn, çûn heta Fînîkyayê, Qibrisê û Antaqyayê û gotin tenê ji Cihûdan re didan bihîstinê. Lê belê hinek zilamên Qibrisî û Kîrêneyî ên ji nav wan, çûn Antaqyayê, bi Grekan re dest bi axaftinê kirin û ji wan re jî mizgîna Xudan Îsa gotin. Destê Xudan bi wan re bû û gellek kes bawer kirin û vegeriyan Xudan. Nûçeya vana gîhaşt guhê Dêra ku li Orşelîmê ye û wan Barnabas heta Antaqyayê şandin. Û dema ew gîhaşt û xêra Xudan dît, kêfxweş bû û bona ku ji dil bi Xudan ve girêdayî bin, hemûyan teşwîq kir; ji ber ku ew mirovek qenc û bi Ruhê Pîroz ve tijî bû û gellek kes beşdarî Xudan bûn. Û Barnabas, bona li Saûl bigere, çû Tarsûsê û dema ew dît, wî anî Antaqyayê û wusa bû ku, ew heta salekî bi Dêra wir ve hatin cem hev û civakekî mezin perwerde kirin û navê Mesîhiyan, cara yekemîn, li Antaqyayê dan şagirtan. Di wan rojan de hinek peyxamber ji Orşelîmê ve hatin Antaqyayê. Ji vana yekî, navê wî Agabûs bû, rabû û bi navgîniya Ruh ve dabihîstin ku dê li hemûya dinê xelayek dijwar çê bibe; ev jî di dema qiraletiya Klawdîûs de bû. Şagirtan biryar dan ku, dê her kes li gor hêza xwe alîkariyê ji birayên li Cihûstanê dijîn re bişînin; vêya jî bi destê Barnabas û Saûl ve ji kalepîran re şandinê ve anîn cîh. Di wê demê de qiral Hêrodês, bona xerabiyê bi wan bike, dest dirêjî hinek kesên ji Dêrê ne, kir. Û wî Aqûpê birayê Yûhena, bi şûr ve kuşt. Û dema dît ku Cihûdan ji vêya dilxweş dibin, pêş ve çû, bi Pêtrûs jî girt. Rojên Nanê Bêhavên bûn. Û gava Pêtrûs da girtin, avêt girtîgehê û da destê çavnêriya çar taxim leşkeran; nêta wî ew bû ku wî paşî Fisihê derxîne ber gel. Bi vê sedemê, Pêtrûs di girtîgehê de hate girtin; lê belê ji aliyê Dêrê ve, bona wî bi xîret ji Xwedê re dua dikirin. Pêtrûs tam di şeva berî roja ku Hêrodês wî derxîne navendê de, bi zincîran ve girêdayî, di nava du leşkeran de raketîbû û notirvanan li ber derî li benda girtîgehê bûn. Û a vay, milyaketekî Xudan hate xuyakirin û di hucrê de ronahiyek biriqî û wî xwe li sînga Pêtrûs xist û wî hişyar kir û got: Zû rabe! Û zincîr ji destên wî ve ketin. Milyaket ji wî re got: Piştika xwe girê bide û çarixên xwe li pêy ke! Û wî ûsa kir. Û milyaket ji wî re got: Eba xwe li xwe bike û li pey min were! Û ew li pey wî derket û çû û nizanîbû tiştê ku bi navgîniya milyaket ve bûye rast e, lê digot qey xewn û xeyalekî dibîne. Nobedarên yekemîn û duwemîn derbas kirin û hatin deriyê hesin yê ku li bajêr vedibe; derî li ber wan bi xwe vebû; derketin derve û heta kuçekê meşiyan û milyaket hema ji wî cuda bû. Dema hişê Pêtrûs hate serê wî, got: Ez niha bi rastî dizanim ku, Xudan milyaketê xwe şand û min ji destê Hêrodês û ji hemûyên ku gelê Cihûd hêvî dikirin, xelas kir. Û piştî ku ew hay jê bû, çû mala Meryemê, mala dayika Yûhenayê bi navê Marqos tête zanîn; li wir gellek kes civiya bûn û dua dikirin. Gava Pêtrûs li deriyê derve xist, keçikekî xizmetkar, bi navê Roda hate ku guh bidê. Gava ku wê dengê Pêtrûs nas kir, ji kêfxweşiya xwe derî venekir û baz da hundir û got: Pêtrûs li ber derî disekine! Ji wê re gotin: Tu dîn bûyî! Lê ji ber ku keçik rikand, wan jî gotin: Dibe ku milyaketê wî be! Lê belê Pêtrûs lêxistina derî domand û dema wan vekirin û wî dîtin, ecêb man. Lê belê wî bi destê xwe, bona bêdeng bimînin nîşan da wan û Xudan çawa wî ji girtîgehê derxistiye ji wan re got: Lê belê wî got: Vana bighînin Aqûp û birayan! Û ew derket û çû derekî din. Û gava bû roj, bi gotina Pêtrûs çi bû, teşqela di nava leşkeran de ne hindik bû. Hêrodês jî wî da gerandin, dema ku nedît, nobedaran da ber pirsan û bona kuştina wan emir da. Û ew ji Cihûstanê ve çû Sezariyê û li wir ma. Hêrodês ji gelên Sûr û Saydayê re zehf hêrs bûbû; ew jî yek bûn û hatin cem wî û piştî ku seramojgarê qiral, Vîlastûs kişandin aliyê xwe, aşitiyê xwestin; ji ber ku xwarinên bona welatê wan, ji welatê qiral ve dihat. Û di roja ku hatibû bijartin de, Hêrodêsê kincên xwe yî qiralî li xwe kiriye, li ser texta xwe rûnişt û axaftinekê ji wan re kir. Û gel bi qêrîna: Ev ne dengê mirovekî, dengê Xwedê ye! diqêriyan. Milyaketekî Xudan hema li wî xist; ji ber ku bilindahiyê nedabû Xwedê û ji aliyê kurman ve hate xwarin û can da. Lê belê gotina Xwedê belav bû û zêde bû. Barnabas û Saûl yên wezîfa xwe temam kiribûn, Yûhenayê bi navê Marqos ve tête zanîn jî girtin cem xwe û ji Orşelîmê ve vegeriyan. Li Antaqyayê, li Dêra ku li wê derê ye, peyxamber û mamoste hebûn: Barnabas, Şîmûnê ji wî re Nîger jî digotin, Lûkiyosê Kîrênêyî, Menahêmê bi fermandarê herêmê Hêrodês re mezin bûyî û Saûl. Dema vana ji Xudan re peristinê dikirin û rojiyê digirtin, Ruhê Pîroz ji wan re got: Barnabas û Saûl bona wezîfa ku min bona wê bangî wan kirine, ji min re cuda bikin! Bi vî awayî paşî ku rojî girtin û dua kirin, destên xwe danîn ser wan û şandin. Bi vî awayî vana ji aliyê Ruhê Pîroz bi şandinê ve çûn Sêlêfkeyê û ji wir jî bi keştiyê derbasî Qibrisê bûn. Û dema ew gîhaştin Selamîsê, li keniştên Cihûdan, dest bi belav kirina gotina Xwedê kirin. Yûhena jî di xizmeta wan de bû. Û piştî ku ew li tevahiya giravê heta Pafosê geriyan, Cihûdekî, navê wî Baryêşû ye û sêrbaz û peyxamberek sexte ye dîtin; ev zilam, walî Sergiyo, yê ku mirovekî baqil bû, li cem Pawlos bû. Walî, bangî Barnabas û Saûl kir û xwest ku gotina Xwedê guhdarî bike. Çi heye ku sêrbaz Elîmas (ji ber ku navê wî bi vî awayî tête vergerandin) li dijberî wan rabû û nehişt ku walî baweriyê bîne. Lê belê Saûl, yanê, Pawlos, bi Ruhê Pîroz ve tije bûyî, çavên xwe zîq da Elîmas û got: Ya tu! Zilamê ku bi hemû fenekî û xerabiyê ve tijî ye; lawê Îblîs, neyarê her dadiyê; ma tuyê dev ji çewt kirina rêyên rast yên Xudan, bernede? Û niha, a vay, destê Xudan li ser te ye û tuyê kor bibî û tuyê heta demekê nikaribe tîrêjên rojê bibînî! Û hema mij û tarî daket ser wî û çar zivirî û li yekî bi destê wî bigire û rê li ber veke geriya. Wê gavê waliyê ku tiştên bû dît, bi hînkariya Xudan ve şaş û metal ma û baweriyê anî. Pawlos û hevalên wî ji Pafosê ve vebûn û hatin Pergê ya Pamfîlyayê; Yûhena jî, ji wan veqetiya û vegeriya Orşelîmê. Ew jî ji Pergê derbas bûn û hatin Antaqyaya Pîsîdyayê û roja Sebtê ketin keniştê û rûniştin. Paşî zagonê û nivîsê peyxamberan xwendin, rêvebirên keniştê ji wan re şandin û gotin: Birano, ger şîretek ku hûn bidin gel hebe, kerem bikin, biaxifin! Wê gavê Pawlos rabû ser pêlan û bi destê xwe nîşanekî kir û got: Ya mêrên Îsraêlê û hûn yên ji Xwedê ve ditirsin; guhdarî bikin! Xwedayê vî gelê Îsraêlê, bapîrên me bijart û di dema li warê Misirê de xerîb bûn gel bilind kir û bi destê xwe yî xurt wan li wê derê derxistin. Û li çolê nêzîkî çel salî, nazkirina wan kişand û wî li welatê Kenanê heft netewe helaq kir û welatên wan bi vijagê di nava wan de par ve kir. Û piştî vêya, wî qasî çarsed û pêncî salî heta dema Samûyêl peyxamber, darazkiran da wan. Û piştî wê wan qiralekî xwest, Xwedê jî zilamekî ji eşîra Benyamînê; Saûlê lawê Kîşê çel salî da wan. Û piştî ku wî ji textê daxist, bona wan Dawid bi qiralî anî serî û di derheqê wî de vê şahdeyiya kir û got: Min Dawidê lawê Îşay, zilamekî li gor dilê xwe dît, dê ew ê bi her xwestinên min bike. Xwedê li gor sozê, ji Îsraêlê re Xelaskerekî ji nîjada vî zilamî, Îsa şand. Berî hatina wî, Yehya ji hemû gelê Îsraêlê re toba vaftîzê waz kiribû. Û dema Yehya dewra xwe temam kir, got: Hûn dibêjin qey ez kî me? Ez ne ew im. Lê belê a vay, li pey min yek tê; ez ne liyaq im ku bendê çarixa di lingê wî de ye vekim! Birano, zarokên ji nîjada Birahîm û yên ji nava we, ji Xwedê ve ditirsin, ev gotina xelasiyê ji we re hate şandin. Ji ber ku yên li Orşelîmê dijiyan û rêvebirên wan wî qebûl nekirin û bi mehkûm kirina wî, gotinên peyxamberan, yên her roja Sebtê tên xwendin anîn cîh. Û di wî de tu sûcê ku mirinê heq kiriye nedîtin, lê dîsa jî ji Pîlato ve kuştina wî xwestin. Û paşî her tiştên di derheqê wî de hatine nivîsandin anîn cîh, wî ji xaçê ve daxistin û xistin gorê. Lê belê Xwedê, wî ji mirinê ve vejand. Û ew bi rojan ji kesên ku bi wî re, ji Celîlê ve hatine Orşelîmê re xuyanî bû; niha ew li ber gel şahdeyê wî ne. Û em Mizgîniya soza ku daye kalikan ji we re didin bihîstin; Xwedê bi vejandina Îsa ve, soza ku daye kalikên me, bona me yên zarokên wan e aniye cîh; mîna ku di Zebûra duwemîn de jî hatiye nivîsandin: Tu Lawê min î, îroj ez ji te re bûm Bav. Û di derheqê vejandina wî ya ji nava miriyan ku êdî venegere rizandinê de ûsa gotiye: Ez ê nîmetên pîroz û ewledar, yên Dawid bidim we. Û bona vêya, li derekî din jî ûsa dibêje: Tuyê bernade ku pîrozê te rizandinê bibîne. Ji ber, piştî ku wî di nifşeya xwe de, li gor miraza Xwedê xizmetê kir, Dawid di xew de çû û tevî bapîrên xwe bû û rizandinê dît. Lê belê ew kesê ku Xwedê wî vejand, rizandinê nedît. Niha birano, bizanibin ku, bexşandina gunehan bi wî ve ji we re tê agah kirin. Û heçî kesê ku bawerî anîne, bi her sûcên ku hûn bi zagona Mûsa ve ji wan pak nabin, dê bi navgîniya wî ve bê pak kirin. Niha bala xwe bidin, bila ev rewşa ku peyxamberan qala wê kiriye, neyê serê we: Binihêrin, ya hûn, yên xor dibînin, şaş bimînin û helaq bibin! Ji ber ku ez di rojên we de karekî dikim, karekî ûsa ku, ger yekî ji we re bibêje, hûn qet bawer nabin! Û gava Cihûd ji keniştê derdiketin, wan, bona ku ev gotin di roja Sebta ku were de ji wan re bête gotin lava kirin. Û dema civaka li keniştê belav bû, gellekên Cihûdan û yên xerîbî vegeriyane Cihûdiyê û ji Xwedê re peristinê dikin li pey Pawlos û Barnabas çûn û ew jî bi wan re axifîn û wan teşwîq kirin ku bila di xêra Xwedê de pêdandî bimînin. Di roja Sebta din de, hema hema hemûyên gelê bajêr, bona bihîstina gotina Xwedê civiyan. Lê belê dema Cihûdan ajaweyê dîtin, bi çavnebariyê ve tijî bûn û li dijî gotinên Pawlos rabûn û kufr kirin. Lê Pawlos û Barnabas bi cesaretê axifîn û gotin: Hewce dikir ku me pêşiyê gotina Xwedê bigîhanda we; madem ku hûn wê ji xwe davêjin û hûn daraziyê didin ku hûn ne liyaqî jiyana abadîn in, a vay, em jî vedigerin netewan. Ji ber ku Xudan bi vî awayî emir daye me: Min te ji netewan re mîna ronahiyê danî ku, tu heta nîçikê rûyê erdê bona xelasiyê hebe! Û dema neteweyan vêya bihîstin, kêfxweş bûn û gotina Xudan bilindtir kirin û heçiyên ku bona jiyana abadîn hatibûn bijartin, bawerî anîn. Û gotina Xudan li hemûya welêt belav dibû. Lê belê Cihûdan, pîrekên birêz yên peristinê ji Xwedê re dikin û zilamê pêşhatê bajêr in kişkişandin, bona Pawlos û Barnabas dest bi rêxistinek zordariyê kirin û wan avêtin derveyî sînorên xwe. Vana jî toza lingên xwe li dijî wan dawişandin û çûn Qonyayê. Lê belê şagirtan bi Ruhê Pîroz û kêfxweşiyê ve tijî bûn. Û li Qonyayê wusa bû ku, ew pev re ketin kenişta Cihûdan, ûsa axifîn ku, him ji Cihûdan û him jî ji Grekan ve ajaweyek mezin bawerî anîn. Û Cihûdên ku bawerî neanîbûn, bi kişkişandina kesên ji neteweyan, li dijî birayan hişên wan tevlihev kirin. Ew demekê dirêj li wir man, di derheqê Xudan de bi wêrekiyê diaxifîn; ew Xudanê ku, hêza nuwaze û mûcîzet kirinê da wan û bi vî awayî, rasteqîniya gotina ku xêra wî daxuyanî dike kir. Lê belê gelê bajêr bûn du parî û hinekan bi Cihûdan re, hinekan jî bi şagirtan re bûn. Gava yên ji Cihûdan û neteweyan, bona ku wan biêşînin û bidin ber keviran, bi rêvebirên xwe re fenekê pêkanîn; hayê wan ji vê fena çê bû û ew reviyan bajarên Lîkavonyayê, Lîstra û Derbê û hawirdorê wan û li wan deran jî Mizgîniyê belav kirin. Li Lîstrayê zilamekî ji bûyînê ve kûd bû, lingê wî nagire û tu carî nemeşiyayî rûdinişt. Vî zilamî, dema Pawlos diaxifî bihîst; wî jî bi balkêşî li wî nihêrt, dît ku, bona şîfa dîtinê baweriya wî heye, bi dengekî bilind ji wî re got: Rabe, li ser lingên xwe bisekine! Ew jî ji cîhê xwe hol bû û meşiya. Û gava gelê ku kirinên Pawlos dîtin, dengê xwe bilind kirin û bi zimanê Lîkavonyayê ve gotin: Îlah ketine cismê mirovan û daketine cem me! Ji Barnabas re gotin Zêûs û ji Pawlosê pêşengê axaftinê bû re jî gotin Hermês. Kahînê perestgeha Zêûs ya hema li dervî bajêr e, ga û çelengan anî deriyê bajêr û xwest ku bi gel re qurbanan pêşkêş bike. Lê belê dema şagirtan, Pawlos û Barnabas vêya bihîstin, kincên xwe çirandin û ketin nav ajaweyê, qêriyan û gotin: Efendîno, hûn çima tiştên ûsa dikin? Em jî mîna we mirov in, em xwediyê afirandina mîna we ne û em Mizgîniyê ji we re tînin ku, hûn dev ji van tiştên vala berdin û vegerin Xwedayê zindî, yê ku ezman û erd û behrê û hemûyên di hundirên wan de ne, afirandî ye! Di demên derbasbûnê de wî destûr da ku hemû netewe di rêyên xwe de herin û dîsa jî xwe bê şahde nehiştiye; wî ji me re qenciyê kir; ji ezmanan ve baranê barand, bi tewr û tewr mêw û dexlan, demsalan serrast kir û dilên me bi xwarin û bi kêfxweşiyê ve tijî kir. Û bi van gotinan jî, bi zorekê ketin ber gel ku qurbanan ji wan re pêşkêş nekin. Lê belê hinek Cihûdên ku ji Antaqyayê û Qonyayê ve hatin, gel xapandin û Pawlos dan ber keviran; gotin qey miriye û wî avêtin derveyî bajêr. Lê belê dema şagirt li dora wî sekinîbûn, ew rabû ser pêlan û kete bajêr. Û dotira rojê bi Barnabas re çû Derbê. Û piştî ku li wî bajarî jî Mizgîniyê waz dan û gellek şagirtan civandin; vegeriyan Lîstrayê, Qonya û Antaqyayê û hêz dan canê şagirtan û bona bi baweriyê ve girêdayî bimînin wan teşwîq kirin û (ji wan re) divê em ji gellek tengasiyan derbas bibin û têkevin Serweriya Xwedê, digotin. Û piştî ku wan di her Dêrekê de, bona wan kalepîran bijartin; bi dua û rojiyê, wan emanetî Xudanê ku bi wî bawerî anîne kirin. Ew ji Pîsîdyayê ve derbas bûn û hatin Pamfîlyê. Û paşî li Pergê gotinê waz dan, çûn Antalyayê. Û ji wir bi keştiyê, vegeriyan cîhê ku bona vê wezîfa êdî hatiye temam kirin, bi xêra Xwedê ve hatibûn emanet kirin, Antaqyayê. Dema gîhaştin wir û Dêrê civandin; ka Xwedê bi navgîniya wan ve çi kiriye û deriyê baweriyê ji neteweyan re vekiriye, gotin. Û bi şagirtan re demekê dirêj buhartin. Hinek kesên ji Cihûstanê ve hatin, hînî birayan dikirin û digotin: Ger hûn li gor kevneşopa Mûsa sunet nebin, hûn nikarin xelas bibin! Piştî ku Pawlos û Barnabas, gellekî bi wan re ketin guftego û keftûleftê, wan biryar dan ku, bila Pawlos û Barnabas, bi hinekê birayan re ji bona vê pirsa gengeşiyê herin Orşelîmê cem şagirt û kalepîran. Bi vî awayî, yên ji aliyê Dêrê, ji rê ve hatin şandin û vegera neteweyan daxuyanî kirin û ji Fînîkyayê û Samîriyê ve derbas bûn û kêfxweşiya mezin dan hemû birayan. Û dema gîhaştin Orşelîmê, ji aliyê Dêrê, şagirtan û kalepîran ve hatin qebûl kirin û hemû tiştên ku Xwedê bi navgîniya wan kiriye anîn ziman. Lê belê hinek bawerkirên ji mezheba Fêrisiyan bûn, rabûn û gotin: Divê ew bêne sunet kirin û ji wan re emir bê dayîn ku li gor zagona Mûsa bikin! Şagirt û kalepîran, bona ku vê pirsgirêkê biaxifin civiyan. Û paşî guftegoyekê dirêj bû, Pêtrûs rabû ser pêlan û ji wan re got: Birano, hûn dizanin ku, bona neteweyan Mizgîniyê pêşiyê ji devê min bibihîzin û bi wê baweriyê bînin, Xwedê berî demekî dirêj, ji nav we min hilbijart. Û Xwedayê ku bi dilan dizane, mîna ku ji me re kiriye, bi dayîna Ruhê Pîroz ji wan re jî şahdeyî kir û wî di nava wan û me de tu cihêtiyê nekir, li ser bawerkirina wan, dilê wan jî safî kir. Niha, hûn çima nîrekî ku, ne bavên me, ne jî me karibûn bikişandina, dixin histuyê şagirtan û Xwedê diceribînin? Lê belê em bawer dikin ku em ê jî bi xêra Xudan Îsa ve mîna wan xelas bibin. Û li ser vêya hemûya civakê bêdeng bû, dest bi guhdarkirina Barnabas û Pawlos kirin; wan çiqas nuwaze û mûcîzetên ku Xwedê bi navgîniya wan di nav neteweyan de çêkiriye, têgihandin. Û piştî ku wan axaftina xwe qedandin, Aqûp dest bi gotinê kir û got: Birano, min guhdarî bikin! Şîmûn anî ziman ku, Xwedê ji nava neteweyan, bona neteweyekî ji navê xwe re derxîne, cara yekemîn çawa seredaniya wan kiriye. Û gotinên peyxamberan vana rast dike; mîna ku hatiye nivîsandin: Paşî vêya ez ê vegerim û çadira Dawid, ya xerabûyî ji nû ve ava bikim. Û ez ê xirbên wê dîsa ava bikim û ez ê wê dîsa rakim ser pêlan. Da ku, mirovên li paş mayî û hemû neteweyên navê min li ser wan hatiye bang kirin, bila li Xudan bigerin. Xudanê ku van tiştana di destpêkê de têgîhandiye, dibêje. Ji bo vêya, bi min, divê em ji kesên ji neteweyan vegeriyane Xwedê ve astengiyê dernexînin; tenê bona ku bila xwe ji mindariya seneman, ji zînayê û ji yê hatiye xeniqandinê û ji xwînê ve biparêzin, ji wan re binivîsînin. Ji ber ku ji demên kevnar ve, di her rojên Sebtê de li keniştan tête xwendin, li her bajarî, wazkirê Mûsa hene. Wê çaxê ji hemûya Dêrê û şagirtan û kalepîran re, zilamên ku ji xwe ne, yanê, ji yên ku di nava birayan de pêş ve tên, Cihûdayê ku jê re Barsaba tête gotin û Sîlas bijartin û bi Pawlos û Barnabas re şandina Antaqyayê qenc xuyanî bû. Bi navdîtiya wan ve wusa nivîsandin: Şagirt û kalepîr û birayan, ji birayên me yî ji neteweyan in û li Antaqyayê, li Sûriyê û li Kîlîkyayê ne re silavê dikin! Me bihîst ku; ji nav me hinek kes hatine cem we, bi gotinên xwe aramiya we xera kirine û dilê we tevlihev kirine; me wan neşandibûn. Ji bo vêya, me bi yek rayê qirar dan ku, em ê zilaman hilbijêrin û bi xoşewîstê me Barnabas û Pawlos ve bişînin cem we; ew zilamên ku di oxra Xudanê me Îsa Mesîh de canê xwe ji çav avêtine nin. Ji ber vê yekê me Cihûda û Sîlas ji we re şandin û dê ew van tiştan bi dev bighînin we. Ji ber ku ji Ruhê Pîroz û ji me re qenc xuya kir ku, xeynî van tiştên hewce ne zêdetir, em tu tiştî li we nekin bar: Xwe ji tiştên ku ji pûtan re hatine qurban kirin, ji xwînê û ji yê hatiye xeniqandinê û ji zînayê biparêzin; ger hûn ji vana birevin, hûn ê qenc bikin. Di xweşiyê de bin! Bi vî awayî ew derketin rê û çûn Antaqyayê û Civakê li hev civandin û nameyê dan wan. Û dema wan jî vêya xwendin, ji ber xemrevîniyê kêfxweş bûn. Cihûda û Sîlasê ku bi xwe jî peyxamber bûn, bi gellek gotinan birayan teşwîq kirin û quwet dan wan. Û piştî demekê li wir man, bona ku vegerin cem yê wan şandine, ji aliyê birayan ve bi dilxweşî hatin bi rê kirin. Lê belê li wir mayîn ji Sîlas re qenc hate xuyanî kirin. Lê belê Pawlos û Barnabas li Antaqyayê man, bi wekî din gellekan re ders dan û gotina Xudan waz dan. Paşî çend rojan, Pawlos ji Barnabas re got: Niha em vegerin hemû bajarên ku me li wan gotina Xudan dane bihîstin û em seriyekî li birayan bixin, çawane em bibînin! Barnabas, dixwest ku Yûhenayê bi navê Marqos ve tête nasîn jî bi xwe re bibe. Lê belê Pawlos, li cîh nedît ku, zilamê li Pamfîlyayê wan sererû hiştiye û domî wezîfê nekiriye bi xwe re bibe. Ji ber vê yekê keftûleftek dijwar derket, wusa ku, ji hev û din veqetiyan û Barnabas Marqos girt cem xwe û bi keştiyê, ber bi Qibrisê ve çû. Lê belê Pawlos Sîlas bijart û paşî ji aliyê birayan ve li xêra Xudan hate emanet kirin, derket rê. Û li herêmê Sûrî û Kîlîkyayê geriya û Dêran zeximand. Û Pawlos hate Derbê û Lîstrayê jî û a vay, li wê derê şagirtekî lawê pîrekek Cihûd, ya ku bawermend e, lê bavê wî jî Grek e, bi navê Tîmotêyos e hebû. Ji aliyê birayên li Lîstra û Qonyayê ne ve, ji bo vî zilamî qenc şahdeyî dihat kirin. Pawlos xwest ku wî jî bi xwe re bibe û ji ber Cihûdên li wan aliya bûn, wî ew girt û sunet kir; ji ber, hemûyan dizanibûn ku bavê wî Grek e. Û gava ji bajaran derbas dibûn, biryarên ku şagirtên li Orşelîmê ne û kalepîran dane, têdigîhandin û dixwestin ku li gor vana bijîn. Bi vî awayî Dêr di baweriyê de xwurt dibûn û hejmarên wan, roj bi roj zêde dibûn. Piştî ku Ruhê Pîroz nehişt gotinê li Asyayê waz bidin, ew ji herêmên Frîgya û Galatyayê ve derbas bûn. Dema hatin sînorê Mîsyayê xwestin ku derbasî Bitûnyayê bibin û Ruhê Îsa destûr neda wan. Li ser vêya, ji Mîsyayê derbas bûn û hatin Troasê. Wê şevê, Pawlos xewn û xeyalekî dît; li ber wî, zilamekî Makêdonî sekinîbû û li ber wî digeriya û digot: Derbasî Makêdonyayê bibe û alîkariyê ji me re bike! Û gava wî vê xewn û xeyalê dît, em gîhaştin vê fikrê ku, Xwedê bona em Mizgîniyê belavî kesên wir bikin, bangî me dike, em hema bona çûyîna Makêdonyayê xebitîn. Em ji Troasê ve ketin keştiyê û me raste rast berî da Samotraxê û dotira rojê çûn Neapolîsê û ji wir derbasî Fîlîpiya navendekî Romayê ya bicîhbûnê û bajarê herî girîngî wê herêma Makêdonyayê ye, bûn û çend rojan em li vî bajarî man. Roja Sebtê em ji deriyê bajêr derketin û çûn qeraxa çem; em difikirîn ku dê li wir cîhekî duê hebe û em rûniştin û me ji pîrekên li wir civiyane re got. Ji bajarê Tiyatîrayê, bi navê Lîdya, pîrekek qumaşê erguwanî difiroşe û bi Xwedê ve diperiste, guh da me; bona ku bala xwe bide tiştên ji aliyê Pawlos ve dihatin gotin, Xudan dilê wê vekir. Gava ew bi gelê mala xwe ve vaftîz bû, pîrekê lava kir û got: Ger hûn min bawerkirekî Xudan qebûl dikin, werin û li mala min bisekinin! Û zorê da me. Û wusa bû ku, dema em diçûn cîhê duayê, keçikek dîl ya di wê de ruhê remildariyê heye û xeberan ji hatinê ve dida û bi vî awayî gellek qezencê ji efendiyên xwe re dianî rastî me hat. Keçik, li pey Pawlos û me ve ket, qêriya û got: Ev zilamana qûlê Xwedayê bilind in, rêya xelasiyê têdighînin we! Û wê gellek rojan vêya kir. Lê belê Pawlosê ku zehf bêaram bû, vegeriya û ji ruh re got: Ez bi navê Îsa Mesîh ve emir didim te, ji wê ve derkeve! Û hema di wê saetê de ruh derket. Efendiyên keçikê dema dîtin ku hêviya qezenca wan tune bû, Pawlos û Sîlas girtin û kaşî qada sûkê, ber bi rayedaran ve kirin û wan derxistin ber darazkiran û gotin: Ev zilamana Cihûd in û bajarê me zehf tevli hev dikin û hin kevneşopên ku bona me Romayiyan qebûl kirin û çêkirinên wan ne caiz in, belav dikin! Û li dijî wan gel bi hev re serî hildan û darazkiran emir dan ku bila kincên wan bên çirandin û bi dar ve bên lêxistin. Û paşî gellek lêxistinê li wan kirin, wan avêtin girtîgehê û emir dan nobedar ku wan di bin ewledariyek qenc de bigire. Wî jî, gava ku vî emrî stend, wan avêt aliyê girtîgehê yê hundir û lingên wan li qeydan xist. Lê ber ve nîvê şevê Pawlos û Sîlas dua dikirin û bi qesîdeyan Xwedê bilindtir dikirin û girtiyan jî wan guhdarî dikirin. Nişka ve erd hejînek mezin çê bû, wusa ku, girtîgeh ji bingehê ve lerizî û hema hemû derî vebûn û zincîrên her kesî vebûn. Serokê zîndanê ji xewê ve hişyar bû, dît ku hemû deriyên girtîgehê vebûne; fikirî ku hemû girtî reviyane û bona xwe bikuje, destê xwe avêt şûrê xwe. Lê belê Pawlos bi dengekî bilind qêriya û got: Tiştekî xerab bi xwe neke, ji ber ku em hemû li vir in! Wî ronahiyê xwest û ket hundir, bi lerizandinê xwe avêt ber Pawlos û Sîlas. Û wan derxistin derve û got: Efendîno, bona ku ez xelas bibim, divê ez çi bikim? Wan jî gotin: Baweriyê bi Xudan Îsa ve bîne, bi vî awayî tuyê xelas bibî, tu û maliyên te! Û wan ji wî re û ji hemûyên di mala wî de ne re gotina Xudan gotin. Û di wê saeta şevê de wî wan girt cem xwe û birînên wan şuşt û ew hema bi hemû maliyên xwe re vaftîz bû. Û ew birin mala xwe û sifrekê li ber wan danî û bi hemûyên maliyên xwe yî baweriyê ji Xwedê re anîne bi kêfxweşiyê ve coş dibû. Dema bû roj, darazkiran wezîfedaran û bi wan re xebera: Wan zilamana serbest berdin! şandin. Û serokê zîndanê van gotinan ji Pawlos re got: Darazkiran bona serbest berdana we emir şand, niha hûn dikarin derkevin; bi dilxweşiyê ve herin! Lê belê Pawlos ji wan re got: Li ber gel li me, yên ku Romayî ne, xistin û me avêtin girtîgehê û ma niha me bi dizîka davêjin derve? Ev nabe; bila ew bi xwe werin û me derxînin! Wezîfedaran van gotinan ji darazkiran re gotin û dema darazkiran bihîstin ku ew hemwelatiyên Romayê ne, tirsiyan. Hatin û lava ji wan kirin û wan derxistin derve û bona ji bajêr ve herin rica ji wan kirin. Gava ew ji girtîgehê ve derketin, çûn mala Lîdyayê û birayan dîtin, xemrevîniyê li wan kirin û çûn. Ew ji Amfîpolîs û Apollonyayê derbas bûn û hatin Selanîkê; li vir keniştek Cihûdan hebû. Pawlos li ser adeta xwe çû cem wan û sê rojên Sebtê li ser hev, li ser Nivîsên Pîroz bi wan re axifî. Di derheqê êş kişandin û ji mirinê vejîniya Mesîh de daxuyaniyan dikir, delîlan nîşan dida û digot: Ev Îsayê ku ez ji we re didim bihîstin, Mesîh e! Û hinekên ji wan, ji Grekên peristinê ji Xwedê re dikin, civakek mezin û gellek pîrekê pêş ve tên jî qanih bûn û beşdarî Pawlos û Sîlas bûn. Lê belê Cihûdên bêbawerî çavnebariyê li vêya kirin û hinek mirovên bi bela yên teral digerin bi pey wan xistin, ajaweyên mezin civandin û tevliheviyekê li bajêr derxistin. Û bi armanca ku wan bibînin û derxînin ber gel, êrîşî mala Yason kirin. Lê belê dema wan nedîtin, Yason û hinek birayan berbi rayedarên bajêr ve kişandin û bi qêrîna: Ev mirovên ku dinê tevlîhev kirine hatin vir jî, diqêriyan; Yason wan girt mala xwe! Û ew hemû dibêjin qiralekî din bi navê Îsa heye û bi vî awayî, li dijî emrê Qeyser ve radibin! Ajawe û rayedarên bajêr, dema van gotinan bihîstin, ketin teşqelê. Û paşê ku wan ji Yason û yên din, kefaletê stendin, wan serbest berdan. Birayan jî hema wê şevê Pawlos û Sîlas şandin Veriyayê; dema ew gîhiştin wir, çûn kenişta Cihûdan. Lê belê vana ji yên li Selanîkê hîn jî pêş ve difikirîn û gotin bi balkêşî û têkiliyek mezin guhdarî dikirin û her roj lêgerînê li Nivîsên Pîroz dikirin û digotin ka tiştên hîn dikin rast e, an çewt e. Bi vî awayî gellekên ji nava wan û gellek pîrek û zilamên Grek yên birêz bawerî anîn. Lê belê dema hayê Cihûdên Selanîkî ji bang kirina ku gotina Xwedê ji aliyê Pawlos ve li Veriyayê jî tête kirin, bû, ew hatin wir jî û gel kişkişandin û şaş kirin. Li ser vêya, birayan hema Pawlos şandin qeraxa behrê; lê belê Sîlas û Tîmotêyos li wê derê man. Yên ku bi Pawlos re çûn, wî heta Atînayê anîn û gava ku wan bona Sîlas û Tîmotêyos demekî berî werin cem wî emir girtin, ji wir vegeriyan. Gava Pawlos, li Atînayê li benda wan bû, dît ku bajar tije senem in, di hundirê wî de ruhê wî hêrs bû. Bo vê sedemê, divê him li keniştê bi Cihûdan re û bi kesên dinî peristinê ji Xwedê re dikin, him jî bi kesên her roj li qada sûkê rastî wan dihat re diket guftegoyê. Hinek feylesofên ji Êpîkurî û Stoîkî jî bi wî re ketin guftegoyê û hinekan: Eviyê gotinpirr dixwaze çi bibêjî? Hinekan jî: Zilamek îlahên biyanî bang dike tête xuyanî kirin, gotin! Ji ber ku wî Îsa û qiyametê ji wan re mizgînî dikir. Û wan wî girtin û ji Arîopag re birin û ji wî re gotin: Gelo em dikarin hînî ev hînkariya ku tu belav dikî bibin? Ji ber ku tu ji guhên me re hinek tiştên xerîb tînî; ji ber vê yekê em dixwazin ku hînî wateya van tiştan bibin! Hemû kesên Atînayî û kesên xerîb, yên li wê derê rûdiniştin, wextên xwe her tim bi axaftin û guhdarî kirina tiştên nû ve derbas dikirin. Pawlos di nava Arîopagê de sekinî û got: Ya mêrên Atînayê, ez dibînim ku hûn di her tiştî de zehf oldar in! Ji ber ku dema ez li hawirdor digeriyam û lêkolînê li cîhê ku hûn lê peristinê dikin dikirim, ez rastî pêşkêşgehekî li ser: JI XWEDAYÊ NAYÊ ZANÎN RE jî hatim. Niha yê ku hûn bêzanîn peristinê ji wî re dikin, ez ji we re didim nasîn. Xwedayê ku dinê û hemû tiştên di hundirê wê de afirandiye, yê ku Xudanê ezman û erd e, li perestgehên bi destan ve hatine çê kirin rûnane. Wekî ku yê jiyan, hilm û her tiştî daye her kesî ew e, mîna hewcedariya wî ji tiştekî hebe, bi destê mirovan ji wî re xizmet nayê kirin û wî her neteweyên mirovan ji xwînekê afirand û wan li çar hawirdorê rûyê erdê bi cîh kir; demên hebûna wan û sînorên herêmên ku dê ew li wir bi cîh bibin, ji berê ve tespît kir; da ku, bona li Xudan bigerin û bi alîkariya destan ve be jî wî bibînin; lê belê ew ji me yekî jî ne dûr e; ji ber ku em di wî de dijîn, dileqin û henin; mîna ku, ji hozanên we jî hinekan gotine: Ji ber ku em jî ji nîjada wî ne. Niha, bona ku em ji nîjada Xwedê ne, divê em nefikirin ku derûna Xwedanî mîna tiştekî ji zêrî, an zîvî, an jî ji kevirî ku bi huner û ramanên mirovan ve hatine şikil kirî be. Niha, Xwedê, nezaniya demên kevn ji nedîtiyê ve hat; lê belê niha li her derê emir dide ku bila her kes tobe bikin; ji ber ku Xwedê rojekê pêdand, di wê rojê de, bi navgîniya zilamê ku wî wezîfedar kiriye, dê bi dadî daraziyê li dinê bike; wî ji miriyan ve vejand û bi vî awayî ewledariyê da hemû mirovan. Lê belê dema wan gotinên di derheqê vejîna miriyan de bihîstin, hinekan henekê xwe pê kirin, lê belê hinekan jî gotin: Em dixwazin di derheqê vê de dîsa te guhdarî bikin! Û li ser vêya Pawlos ji nav wan derket û çû. Lê belê hinek zilaman bawerî anîn û beşdarî wî bûn; di nav vana de Diyonîsyosê endamê Arîopagê, pîrekek bi navê Damarîs û çend kesên din jî hebûn. Piştî vêya Pawlos ji Atînayê derket û hat Korîntê. Û li wir, Cihûdek eslê wî Pontûsî, bi navê Akvîla û pîreka wî Prîskîla, yê ku hîn nû ji Îtalyayê hatiye, dît; ji ber Klawdiyos, bona hemûyên Cihûd Romayê biterikînin emir dabû; Pawlos hate cem wan û ji ber ku wî bi xwe eynî karî dikir, bi wan re ma û şuxulî; ji ber ku karên wan çadirvanî bû. Pawlos her rojê Sebtê li keniştê diket guftegoyê û bona qanih kirina Cihûdan û Grekan dişuxulî. Dema Sîlas û Tîmotêyos ji Makêdonyayê ve hatin, Ruh zorê dida Pawlos û ji Cihûdan re, di derheqê Mesîh bûna Îsa de şahdeyiyê dikir. Lê belê dema ew li dijî wî rabûn û ji wî re dest bi kufrê kirin, wî kincên xwe dawişand û ji wan re got: Bila xwîna we li ser serê we be! Ez paqij im; ji niha pê ve, ez ê herim neteweyan! Û ew ji wir derket û çû mala yekî peristinê bi Xwedê ve dike, navê wî Tîtiyo Yûstûs bû; mala wî li kêleka keniştê bû. Û Krîspoyê rêvebirê keniştê, tevî hemû maliyên xwe baweriyê bi Xudan ve anî û gellek Korintiyên guhdarî kirin jî, bawerî anîn û vaftîz bûn. Şevê, Xudan di xewn û xeyalekê de ji Pawlos re got: Metirse, lê biaxife û bêdeng nemîne! Ji ber ku ez bi te re me û tu kes nikare destê xwe li te bixe, xerabiyê bi te bike; ji ber ku li vî bajarî gelê min pirr e! Û ew di nav wan de bi hînkirina gotina Xwedê salekî û şeş meh rûnişt. Dema Galiyo waliyê Ahayayê bû, Cihûdan pev re, li dijî Pawlos rabûn û wî birin ber kûrsiya dadgehê û gotin: Ev zilama mirovan dixapîne, li dijî zagonê wan ber bi peristina Xwedê ve dibe! Lê belê gava Pawlos xwest ku devê xwe veke, Galiyo ji Cihûdan re got: Ya Cihûdno, ger doza we li ser neheqî, an jî sûcek girîng ba, hewce dikir ku bi sebir, min we guhdarî bikira. Lê belê ger li gor pirsgirêk di derheqê gotinekê, navan û zagona we de be, hûn li vê dozê binihêrin; ji ber, ez naxwazim ku bibim darazkirê van tiştan! Û wî wan ji kûrsiya dadgehê ve qewirand. Û hemûyan pev re, rêvebirê keniştê Sostenîsê Grekî pê girtin û li ber dadgehê li wî xistin û Galiyo guh neda tiştên dibe û diqede. Piştî ku Pawlos, hîn gellek rojan li wê derê ma; xatir ji birayan xwest û bi Prîskîla û Akvîla, bona herin Sûriyê, bi keştiyê ve ketin rê; ji ber ku nezir danîbû, porên xwe li Kenherê jêkiribû. Û ew gîhaştin Efesê, wî wan li wir hişt; lê belê ew bi xwe çû keniştê û bi Cihûdan re kete guftegoyê. Gava wan ji wî xwestin ku demekî hîn jî dirêj li cem wan bimîne, wî qebûl nekir; lê xatir ji wan xwest û bi gotina, lê belê divê ez cejna ku were li Orşelîmê pîroz bikim; ger Xwedê bixwaze ez ê dîsa vegerim cem we, ji wan veqetiya. Û ew ji Efesê ve vebû behrê. Gava ew gîhaşt Sezariyê, çû Orşelîmê û serîkî da Dêrê û paşê ji wir jî derbasî Antaqyayê bû. Û demekê li wir ma pê ve derket rê û bi dorê li herêmên Galatya û Frîgyayê geriya û quwet da hemû şagirtan. Cihûdek li Îskenderiyê bûyiye, bi navê Apollos hate Efesê; hunera axaftinê gellekî bi wî re hebû, di Nivîsên Pîroz de bihêz bû. Ev zilam di rêya Xudan de hatibû perwerde kirin û bi ruhekî agirmend diaxifî û tenê bi zanebûna xwe yî vaftîza Yehya, rastiyên di derheqê Îsa de bi avayekî rastî dida hînkirinê. Û li keniştê, bi metirsiyê dest bi axaftinê ve kir. Gava ku Prîskîla û Akvîla wî guhdarî kirin, wî girtin cem xwe û rêya Xwedê hîn jî bi rastî têgîhandin wî. Û dema wî xwest ku here Ahayayê, birayan wî bi metirsî kirin û bona ku wî qebûl bikin, ji şagirtan re nivîsandin. Û dema ew gîhaşt wê derê, zehf alîkariyê ji kesên bi xêra Xwedê ve bawer kirine re kir. Ji ber ku ji Nivîsên Pîroz, bi hêza mezin ve Mesîhtiya Îsa bi eşkeretî îspat dikir û îddiayên Cihûdan dirizand. Û wusa bû ku, dema Apollos li Korîntê bû, Pawlos ji herêmên jorîn ve derbas bû û hat Efesê. Û gava ku wî çend şagirt dît, wî ji wan re got: Dema we bawerî anîn, ma we Ruhê Pîroz girtin? Lê belê wan ji wî re gotin: Me, hebûna Ruhê Pîroz jî nebihîstine! Û wî ji wan re got: Wê çaxê hûn li ser çi vaftîz bûn? Wan gotin: Li ser vaftîza Yehya. Pawlos got: Yehya ji netewê re bi gotina, ji yê ku li pêy xwe tê ve, yanê, bi Îsa bawerî anînê ve digot û bi vaftîza tobê ve vaftîzê kir. Wan jî dema vêya bihîstin, bi navê Xudan Îsa ve vaftîz bûn. Û dema Pawlos destê xwe danî ser wan, Ruhê Pîroz hate ser wan û bi zimanan ve diaxifîn û peyxambertiyê dikirin. Hemû hema hema donzdeh zilam bûn. Û ew kete keniştê û bi cesaretê dest bi axaftinê kir, di nava sê mehî de, bi kesên li wir in re ket guftegoyê û sekinî, wan bona bi Serweriya Xwedê ve qanih bike şuxulî. Lê belê gava hinekan bi awayekî dijwar, bona bawer nebin inyadê kirin û Rê li ber çavê civatê bi xerabî dan nasîn; Pawlos ji wan veqetiya û şagirt cuda kirin û li dersxana Tîrano her roj guftegoyên xwe domandin. Vêya du salî dom kir; ûsa ku, him Cihûd, him jî Grek, hemû kesên li Asyayê dijîn, gotina Xudan bihîstin. Û Xwedê, bi destê Pawlos ve mûcîzetên derasayî pêk dianî; ûsa ku, destmal an jî pêştmalên li bedena wî ketine, dema ji nexweşan re dibirin û nexweşiyan ji wan diçûn û ruhên xerab ji hundirê wan ve derdiketin. Lê belê hinek Cihûdên li dora herêmê digeriyan jî bi qewirandina ruhê xerab ve mijûl dibûn, dest bi yên bindestê ruhên xerab in, bi bîranîna navê Xudan Îsa ve xelas bikin kirin; bi navê Îsayê ku Pawlos dide nasîn em ji we re emir dikin! digotin. Û ji yên ku vêya dikirin, heft lawên Skevayê ku Serokkahînekî Cihûdî ye hebûn. Lê belê ruhê xerab bersivê da û ji wan re got: Ez Îsa nas dikim, Pawlos jî dizanim, lê belê hûn kî ne? Û zilamê ku ruhê xerab di wî de ye, êrîşî wan kir, ji wan dudo mexlûb kir; ûsa ku, ew bi tazîtî û birîndarî ji wê malê reviyan. Û hemûyên ku li Efesê rûdiniştin, vêya bihîstin; him Cihûdan him jî Grekan û tirs kete ser hemûyan û navê Xudan Îsa, hate bilind kirin. Gellekên bawerî anîne jî dihatin, xerabiyên ku kirine eşkere dikirin û digotin. Gellek kesê bi sêhrê mijûl bûne jî pirtûkên xwe civandin û li ber her kesî şewitandin û berdêla wan hesibandin, dîtin ku pêncî hezar zîv dikir. Bi vî awayî gotina Xudan bi qudretê belav dibû û xurt dibû. Gava ev tiştana qediyan, Pawlos di ruh de nêt kir ku, ji Makêdonyayê û Ahayayê derbas bibe, biçe Orşelîmê û got: Paşî ez herim wir, hewce dike ku ez Romayê jî bibînim! Du alîkirê xwe, Tîmotêyos û Êrastûs şand Makêdonyayê û ew bi xwe demekî din jî li Asyayê ma. Lê belê di wê demê de, tevliheviya ku di derheqê Rê de derket, ne hindik bû. Ji ber ku zêrkarê bi navê Dîmîtriyos, bûkên perestgeha Artêmîs yên zîvî çê dikir û bi vî awayî ji hunermendê karên destan re gellekî kar derdixist. Û wî hunermendan û yên ku bi karên mîna vêya mijûl dibin civand û ji wan re got: Efendîno, hûn dizanin ku dewlemendiya me ji vî karî ye. Û hûn dibînin û dibihîzin ku, ev Pawlos bi gotina, yên ku bi destan ve têne çêkirin ne îlah in, ne tenê li Efesê, lê belê hema li hemûya Asyayê pirr kesî xapand û ji rê ve çewt kir. Û xeter, tenê ne ji giramiyê ketina vê hunera me ye; lê belê bi tune hesibandina perestgeha îlahe ya mezin Artemîs, bi nizm kirina mezinahiya îlahe ya hemûya Asya û dinê pê diperistin e. Û dema ku wan vêya bihîstin, bi hêrs ve tijî bûn û bi qêrîna: Artemîsa Efesiyan mezin e! qêriyan. Û bajar bi tevliheviyê ve tijî bû û hemû pevra rêhevalên Pawlos, Gayûsê Makêdonî û Arîstarko girtin, bi erdê ve kaş kirin û êrîşî şanogehê kirin. Gava ku Pawlos xwest têkeve nav gel, şagirtan wî nehiştin. Hinek rêvebirên Asyayê jî, yên ku hevalê wî bûn, ji wî re xeber şandin û bona li şanogehê nêdîtin, li ber wî geriyan. Ji ber ku civak di nava tevliheviyê de bû; her yekî, tiştekî din diqêriyan û gellekan nizanîbûn ku ka ew bona çi civiyane. Û Cihûdan Îskender pêş ve ajotin û ji ajawê derxistin. Û Îskender bi destê xwe ve nîşanê da, xwest ku li ber gel parastina xwe bike. Lê belê dema wan fêhm kirin ku ew Cihûd e, nêzîkî du saetî hemû, bi devekî qêrîna: Artemîsa Efesiyan mezin e! qêriyan. Û gava nivîskarê bajêr gel aş kir, got: Ya mêrên Efesê, gelo ji mirovan kî heye ku, nizane bajarê Efesê, parêzgerê perestgeha Artemîsa mezin û pûta ku ji ezman ve ketiye yî? Niha li dijî vana tiştek nayê gotin û bona vêya hewce dike ku hûn aram bin û tiştekî çewt çê nekin. Ji ber, ev zilamên ku we anîne vir, ne perestgehan talan kirin ne jî kufrê ji xwedana me re kirin. Ger giliyê Dîmîtriyûs, an jî hevalekî wî yî hunermend hebe, dadgeh vekirîne û darazkir jî hene; bila sûcdariya hev û din li wir bikin! Ger rewşekî dinî hûn lêgerînê li wê bikin hebe, divê ew di civakekî zagonî de bê axaftin. Ji ber bûyerên ku îro çêbûne, em di xetera darazbûnê de ne, ji ber serî hildanê; li gor tu sedema vê tevliheviyê nîne, em nikarin hisabê wê jî bidin! Û paşî ku wî vana got, gel belav kir. Û piştî ku tevlihevî aş bû, Pawlos bangî şagirtan kir û wan teşwîq kir û xatir ji wan xwest û bona ku here Makêdonyayê derket rê. Piştî ku ew li wan herêman geriya û bi gellek gotinan wan teşwîq kir, hate Grekîstanê. Û wî sê mehe li wir derbas kir û gawa wî xwest ku bi rêya behrê ve biçe Sûriyê, ji ber ku Cihûdan dek û dolavek li dijî wî ava kiribûn, biryar da ku vegera xwe li ser rêya Makêdonyayê ve bike. Û lawê Pîros Soparêyê Veriyayî, ji Selanîkiyan Arîstarkûs û Sêkûndûs, Gayoyê Derbêyî û Tîmotêyos û ji Asyayê Tîhîkûs û Trofîmos heta Asyayê bi wî re çûn. Vana ji pêşiyê ve çûn û li Troasê li benda me man. Em jî di paşî rojên Nanê Bêhavên de, ji Fîlîpê ve vebûn behrê û di pênc rojî de gîhaştin Troasê û hatin cem wan; em heft roj li wir man. Dema di roja heftê ya yekemîn de, bona nan par bikin em hatin cem hev, Pawlos bi wan re axifî û ji ber wî nêt kir ku dotira rojê derkeve rê, gotina xwe heta nîvê şevê domand. Li oda qatê jorîn ya ku em li wê civiyabûn, gellek qendîl hebûn. Ciwanek bi navê Eftîko di şivakê de rûnişt, bi xewekî giran ve ket û her ku Pawlos axaftina xwe dirêj kir, di xewa xwe de têk çû û ji qatê sisiyan ve ket xwarê û bi mirîtî hate rakirin. Pawlosê daket jêr, xwe avêt ser û wî himbêz kir û got: Galegalê mekin, ji ber ku canê wî di wî de ye! Dîsa derket jor, nan parî kir û xwar, heta ku roj derket bi wan re, bi dirêjî axifî û ûsa derket rê. Lê wan lawik bi zindî anîn û gellekî xemrevînî dîtin. Em ji pêşiyê li keştiyê siwar bûn û bi nêta rahiştina Pawlos, ber bi Asosê ve derketin rê; ji ber ku ew bi xwe di nêta bi peyatî çûyînê ve ûsa xwestibû. Dema li Asosê ji me re pêşwazitiyê kir, me wî girt keştiyê û em derbasî Mîdîliyê bûn. Û ji wir em vebûn behrê û dotira rojê em gîhaştin ber girava Kîosê û dotira rojê me serîkî da Samosê û roja din em gîhaştin Mîletê. Ji ber ku Pawlos, bona ku li Asyayê wext winda neke, biryar dabû ku bêsekin ji ber Efesê ve derbas bibe; ji ber ku ger mimkûn bibûya bona ku di roja Pentîkostê de li Orşelîmê be lez dikir. Wî, ji Mîletê şand Efesê û kalepîrên Dêrê bangî cem xwe kir. Û dema hatin cem wî, ji wan re got: Hûn bi xwe dizanin, ji roja yekemîn ve ku min gava xwe avêtiye Asyayê, hemûya wextê li cem we têkiliyên xwe çawa danîme; bi dilnizmiyek bitûmî û di nava hêstirê çavan de, ji ber ceribandinên ku bi dek û dolavên Cihûdan ve hatiye serê min, xizmetê ji Xudan re kirim û ji tu tiştên ku ji we re bi fêde ye, bona ku bidim bihîstin, xwe nedam alî û bona, ji Xwedê re tobê û ji Xudanê me Îsa Mesîh re bawer kirinê, min him ji Grekan, him jî ji Cihûdan re şahdeyiyê kir û him bi eşkereyî, him jî xanî bi xanî gerê ve hînî we kir. Û niha, a vay, ez di Ruh de bi girêdayî diçim Orşelîmê; li wê derê dê çi bê serê min, ez nizanim; lê Ruhê Pîroz, li her bajarî ji min re şahdeyiyê dike û dibêje ku, tengasî û zincîr û qeyd li benda min in! Lê belê ez ji bona xwe qet qîmetê nadim canê xwe; bes ku, bona ez dewra xwe û şahdeyiya Mizgîniya xêra Xwedê bikim, di xizmeta ku min ji Xudan Îsa ve stendiye de bi kefxweşiyê ve serfiraz bibim. Û niha, a vay, ez dizanim ku, hûn, yên ez di nav wan de geriyam û Serweriya Xwedê têgîhandime wan, êdî wecê min nebînin. Ji bo vê yekê, ez di roja îro de ji we re şahdeyî dikim ku, ez ji xwîna hemûyan paqij im. Ji ber ku min xwe ji bo xwestina Xwedê ya bê kêmasî bighînim we neda alî. Ji xwe re û bona ajotina Dêra ku Xudan bi xwîna xwe ve bi dest ve xistiye, li hemûya keriyê ku Ruhê Pîroz we ji wê re bi çavnêrîtiyê wezîfedar kiriye miqate bibin! Ji ber ku ez dizanim, piştî ku ez herim, gurên hov yên keriyê neparêzin dê têkevin nav we û bona ku şagirtan li pey xwe bibin, dê ji nava we jî kesên gotinên rêşaş bibêjin derkevin. Ji ber vê yekê hişyar bin, bi bîr ve bînin ku min di nava sê salî de bêsekin, şev û roj, bi hêsirên çavan ve çawa yek û yek îkaz dikir. Û ez niha we emanetî Xwedê û gotina xêra wî dikim; ew di hêza ku we pêş ve bibe û di nava hemû pîrozan de mêrasê bide we de ye. Min qet çav bernedaye zîv, an jî zêr, an jî kincên tu kesî. Hûn bi xwe dizanin ku, ji hewcedariyên min re û ji yên bi min re ne re, van destan xizmetê kirin. Di her tiştî de nîşanî we dam ku, bi vî awayî ked kişandin û alîkarî kirina lawazan û bîranîna gotina Xudan Îsa bi xwe gotiye: Dayîn ji stendinê hîn jî dilşadtir e! hewce dike. Û piştî ku wî van tiştan got, çong danî û bi hemûyan re dua kir. Hemû zehf giriyan û xwe avêtin histuyê Pawlos û wî ramûsandin; yê wan herî xemgîn kir, gotina wî ya, hûn ê êdî wecê min nebînin bû. Û wan heta keştiyê wî derbas kirin. Û wusa bû ku, gava em ji wan veqetiyan û vebûn behrê, em raste rast çûn Qosê; dotira rojê derbasî Rodosê, ji wir jî hatin Patarayê. Û gava me keştiyek ku diçe Fînîkyayê dît, em li wê siwar bûn û vebûn (behrê). Dema Qibris hate dîtin, me wê li çepê hişt, çûn Sûriyê û em li Sûrê hatin xwarê; ji ber ku dê keştî, barên xwe li wir vala bikira. Û gava me şagirtan dîtin, em heft roj li wê derê man; vana bi navgîniya Ruh, bona neçe Orşelîmê ji Pavlos re digotin. Û wusa bû ku, dema roja me tijî bû, em derketin çûn û hemûyên bawerkiran, tevî jin û zaroyên xwe, heta derveyî bajêr bi me re hatin û me derbas kirin û me li qeraxa behrê çong danîn û dest bi duayê kirin. Û piştî ku me xatir ji hev û din xwest, em li keştiyê siwar bûn, ew jî vegeriyan malên xwe. Û ji Sûrê ve me rêvîtiya xwe yî behrê qedand û em hatin Ptolemaîsê û me silav da birayan û rojekê li cem wan man. Dotira rojê em derketin û hatin Sezariyê û em çûn mala Fîlîpûsê belavkirê Mizgîniyê, yê ji Heftan yek bû û li cem wî man. Çar keçikê wî zilamî, yên ku peyxambertî dikirin û nezewicîne hebûn. Gava em gellek rojan li wê derê man, ji Cihûstanê peyxamberek bi navê Agabûs hat jêr. Ew hate cem me û şûtika Pawlos rahişt, dest û lingên xwe girê da û got: Ruhê Pîroz ûsa dibêje: Dê Cihûd, xwediyê vê şûtikê, li Orşelîmê bi vî awayî girê bidin û bidin destê neteweyan! Dema me van gotinan bihîstin, him em û him jî yên ji wir in, bona neçe Orşelîmê, li ber wî geriyan. Lê belê Pawlos bersivê da: Hûn çi dikin, çima hûn digirîn û dilê min diêşînin? Ji ber ku ez di oxra navê Xudan Îsa de li Orşelîmê, ne tenê ji girêdanê re, lê belê ji mirinê re jî amade me! Û dema ew qanih nebû, me got: Bila xwesteka Xudan bibe û em bêdeng man! Paşê wan rojan, me amadekariya xwe ava kir û ber bi Orşelîmê derketin rê. Û hinek şagirtên Sezariyê jî bi me re hatin. Me ji yê ku em ê li cem wî mêvan bibin re, ji Mînasonê Qibrisî yê şagirtekî kevn e re birin. Dema em gîhaştin Orşelîmê, birayan bi kêfxweşî pêşwazîtiya me kirin. Dotira rojê, Pawlos bi me re ket cem Aqûp û kalepîran hemû hatin wir. Piştî ku wî silavê da wan, tiştên ku Xwedê di nava neteweyan de bi navgîniya xizmeta wî kiriye, yek û yek got. Lê belê dema wan vana bihîstin, Xwedê bilindtir kirin û ji wî re gotin: Tu dibînî bira, di nava Cihûdan de bi hezaran bawerkir hene û hemû bona zagonê bi xîret in. Lê belê ji bona te agahî stendine ku, tu ji hemû Cihûdên di nava neteweyan de dijîn re dibêjî, zarokên xwe sunet mekin, li pey kevneşopan neçin û tu li pey neçûna Mûsa hînî wan dikî. Niha dê çi bibe? Divê di her awahiyê de gellek bên ba hev; ji ber ku dê muheqeq hatina te bibihîzin. Bo vê yekê tiştên ku em ji te re dibêjin çêke: Di nava me de çar mirovên boraq danîne hene; vana bigire cem xwe û tevî wan xwe paqij bike û bona ku serê xwe kur bikin mesrefê li wan bike; bi vî awayî dê her kes fêhm bike ku, tiştên di derheqê te de bihîstine bêbinî ne û tu jî li gor zagonê ve dijî. Lê belê me, bona neteweyên ku bawer kirine, bona ku xwe, ji tiştên ku ji pûtan re hatine qurban kirin û ji xwînê û ji yê hatiye xeniqandinê û ji zînayê ve biparêzin, nivîsandin. Wê demê Pawlos wan zilaman girt cem xwe û roja din, tevî wan xwe paqij kir û heta ku bona wan her yekî qurban bête pêşkêşî kirin qedandina rojên wanî teharetê bang kir û ket Perestgehê. Û dema heft roj dikira biqediya, Cihûdên ji Asyayê ne, wî li Perestgehê dîtin, hemû ajawê kişkişandin û dest avêtin wî û bi qêrîna: Ya mêrên Îsraêlê, alîkariyê bikin! qêriyan. Yê li her derê hînkariyên li dijî gel, zagonê û vê derê belavî her kesî dike, ev zilama ye! Û xeynî vêya wî Grekan jî xist Perestgehê û vî cîhê pîroz gemarî kir! Ji ber ku wan, ji berê ve Trofîmosê Efesî, di bajêr de bi wî re dîtibûn û wusa zen dikirin ku Pawlos wî xistiye Perestgehê. Hemûya bajêr rabûbû ser pêlan û gelê ji her alî ve bi bazdan hatin, Pawlos girtin û ji Perestgehê ve kişandin derve û hema deriyên Perestgehê hate girtin. Gava ew bona Pawlos bikujin dixebitîn, nûçeya ku hemû Orşelîm tevlihev bûye gîhaşt fermandarê tabûrê. Wî jî hema serpel û leşkeran girt cem xwe û ber bi wan ve baz da. Gava ku wan fermandar û leşkeran dîtin, dev ji lêxistina Pawlos berdan. Wê gavê fermandar nêzîk hat û bi wî girt û bona ku bi cotek zincîr ve bête girêdan emir da û ka ew kî ye û wî çi kiriye, pirsiyariyê kir. Ji ber ji ajaweyê hin kes wusa, hin kes jî bi awayekî din bang dikir û wî ji ber galegalê ya rast fêhm nekir û birina wî yî kelehê emir kir. Dema ew hate cem pêlikan, ajawe ewqas har bûbû ku, leşkeran mecbûr man ku wî hilgirin. Ji ber ku ajawe bi qêrîna: Wî bikujin! diqêriyan û li pey wan diçûn. Berî ku têkeve kelehê, Pawlos ji fermandar re got: Gelo ez dikarim tiştekî ji te re bibêjim? Wî jî got: Tu bi Grekî dizanî? Ma tu ne Misiriyê demekî berî vêya serîhildanek danî û çar hezar dijrabirî bir çolê yî? Lê belê Pawlos got: Ez ji Kîlîkyayê, Cihûdek Tarsûsî, hemwelatê welatekî qet jî ne bêgirînge me. Ez ji te rica dikim, bona ku ez ji gel re biaxifim destûrê bide min! Û gava wî destûr da, Pawlos li ser pêlika rabû û bi destê xwe nîşanek ji gel re çêkir û dema bêdengiyek kûr çêbû, wî bi zimanê Îbranî dest bi axaftinê kir: Ya mêrno, birano û bavikno, niha xweparastina ku ez ê ji we re bikim, guhdarî bikin! Û dema wan bihîstin ku ew bi zimanê Îbranî ji wan re diaxife, hîn jî bi zêdeyî bêdeng man û wî got: Ez Cihûdekî li Kîlîkyaya Tarsûsê ve hatiye dinê me, lê belê, di bin lingên Gamalyel de, li vî bajarî hatim mezin kirin û mîna ku hûn îroj hemû ûsa ne, ez, bona Xwedê wekî bi xîret bim, li gor dijwariya zagona bapîran hatim perwerde kirin. Min ji vê Rêya re heta kuştinê zulmê dikir, mêran û pîrekan bêcihêtî wan girêdidan û wan davêtin girtîgehê; çawa ku, Serokkahîn û hemû sazûmana kalepîran ji min re şahdeyiyê dikin. Ji wan, ji birayan re nameyan stendim û bona yên li Şamê ne, bên ceza kirinê bi girêdayî bînim Orşelîmê, diçûm wir. Û wusa bû ku, gava ez ber bi nîvrojê di rê de diçûm û nêzîkî Şamê dibûm, nişka ve ronahiyek mezin ji ezman ve dora min ronî kir. Ez ketim erdê û min bihîst ku dengek ji min re dibêje: Saûl! Saûl! Çima tu zulmê li min dikî? Lê min pirsa: Ya Xudan, tu kî yî? pirsî. Û wî ji min re got: Ez Îsayê Nisrêtî me; yê ku tu zulmê li wî dikî! Yên bi min re her çiqas ronahiyê dîtin û bi tirsê ve tijî bûn jî, lê belê gotinên yê bi min re diaxife nebihîstin. Û min got: Ya Xudan, divê ez çi bikim? Xudan ji min re got: Rabe û here Şamê! Hemû tiştên ku tu bi kirinên wan hatiye wezîfedar kirin, dê li wir ji te re bê gotin. Û dema ji rewnaqiya wê ronahiya ku dibiriqe nikarîbûm ku bibînim, yên li cem min bûn, bi destên min girtin û min birin Şamê. Zilamek bi navê Hananya yê li gor zagonê oldar, yê ku ji aliyê hemû Cihûdên ku li wir rûdinin ve bi qencî tête şahdeyî kirin hate cem min, sekinî û ji min re got: Birayê Saûl, bila çavên te dîsa bibînin! Min jî di wê demê de wî dît. Lê belê wî got: Xwedayê bapîrên me, bona tu xwestina wî bizanibî û yê bi Dad e bibînî û dengekî ji devê wî ve bibihîzî te bijartiye. Ji ber, bona tiştên ku te dîtine û bihîstine, tuyê ji hemû mirovan re bibî şahdeyê wî. Û niha, ma tu çi dereng dimînî? Rabe, vaftîz bibe, bangî navê Xudan bike û ji gunehên xwe were şûştin! Û wusa bû ku, gava ez vegeriyam Orşelîmê, dema min di Perestgehê de dua dikir, ez ji xwe derbas bûm û wî dîtim û ji min re got: Lez bike û zû ji Orşelîmê derkeve; ji ber ku dê şahdeyiya te, ya di derheqê min de qebûl nekin! Û min got: Ya Xudan, ew bi xwe jî dizanin ku, min yên bawerî bi te dianîn davêtin hepsê û di keniştan de didam lêxistin û dema xwîna şahidê te Steyfan hate rijandin, ez jî li wir sekinîbûm û ez bi vî karî razî bûm û li benda kincên yên ku wî kuştine mam. Xudan jî ji min re got: Here, ji ber ku ez ê te ji dûra re, ji neteweyan re bişînim! Wan heta vê gotinê li wî guhdarî kirin û dengê xwe bilind kirin û gotin: Zilamê ûsa ji rûyê erdê rake, ji ber ku jiyana wî ne li cîh e! Dema ew bi vî awayî diqêriyan û bi kilkirina kincên xwe tozê bi hewayê ve diweşandin, fermandar emir da ku wî bibin hundirê kelehê; bona fêhm bike ku ka ew bona çi ûsa li dijî wî diqêrîn, emir da ku bi qamçî kirinê wî bikişînin pirsiyariyê. Lê belê gava wî bi şîpan ve girê didan, Pawlos ji serpelê li cem xwe disekine re got: Ma ji we re caiz e ku; hûn zilamekî Romî û hîn nehatiye daraz kirin, bidin ber qamçiyan? Dema serpel vêya bihîst, çû xeber da fermandar û got: Tu çi dikî? Ji ber ku ev zilama, niştewarê Romayê ye! Û fermandar hat û ji wî re got: Ka ji min re bibêje, gelo tu Romayî ye? Wî jî got: Erê! Fermandar got: Min bi dana perekî pirr vê niştewariyê bi dest ve xist. Pawlos jî got: Lê belê ez ji bûyînê ve niştewarê Romayê me! Wê wextê yên ku wî bikişînin pirsiyariyê, hema ji cem wî vekişiyan û fermandarê ku wî daye girêdanê jî, dema bihîst ku ew niştewarê Romayê ye, tirsiya. Û hela ka, çima ji aliyê Cihûdan ve tête sûcdar kirin, bi xwestina ku hînî rastiya vêya bibe, dotira rojê wî vekir, ji serokkahînan re û ji hemûya Civata Netewî re, bona ku bicivin emir kir û Pawlos daxist jêr û derxist ber wan. Pawlos li Lijneya Bilind bi balkêşî nihêrt û got: Ya mêrno û birano, ez heta îrojê, li ber Xwedê, bi ûcdanek bitûmî qenc dijiyam. Û Serokkahîn Hananya, emir da ku yên li cem wî disekinin, bila li devê wî bixin. Wê gavê Pawlos ji wî re got: Ya dîwarê bi sîwax, dê Xwedê li te bixe! Ma tu him min, bona li gor zagonê daraz bikî rûniştiye û him jî, li dijî zagonê emir dide ku bila li min bixin? Û yên li cemê disekiniyan gotin: Ma tu heqaretê li Serokkahînê Xwedê dikî? Pawlos jî got: Birano, min nizanîbû ku Serokkahîn e. Ji ber ku hatiye nivîsandin: Tu ji bona serokê gelê xwe bi xerabî nebêje. Û Pawlosê fêhm kir ku, hinekên li wir in, ji mezheba Sadûqiyan û hinekan jî ji mezheba Fêrisiyan e, di Civata Netewî de qêriya: Birano, ez Fêrisî û kurê Fêrisî me; ez ji ber hêviya ku dê mirî bivejin, tême daraz kirin! Gava ku wî vêya got, di navbera Fêrisî û Sadûqiyan de keftûleftiyek bû û Sazûman bû du parî. Ji ber ku Sadûqî dibêjin, ji mirinê ve vejîn, milyaket û ruh tunene; lê belê Fêrisî ji her duyan re jî mukur tên. Tevliheviyek mezin bû û hinek alimên zagonê yên ji mezheba Fêrisiyan rabûn û bi keftûleftê ve gotin: Em di vî zilamî de qet xerabiyekê nabînin û ger ruhek an jî milyaketekî jê re gotibe, dê çi dibe? Û gava keftûleftek mezin bû, fermandar, ji ber ku dê Pawlos bikujin zehf tirsiya; emir da leşkeran ku dakevin jêr, wî bizorê ji nav wan bikişînin û bibin kelehê. Dotira şevê Xudan li cem wî sekinî û got: Dilawêr be, Pawlos! Ji ber ku divê te çawa li Orşelîmê di derheqê min de şahdeyiyê kir, hewce dike ku tu li Romayê jî ûsa bikî. Gava ku bû roj, Cihûdan di nav xwe de, peymanekê bi dizî çêkirin û bi gotina: Heta ku em Pawlos nekujin, ger em tiştekî bixwin û vexwin, bila nalet li me be! sond xwarin. Û hejmara kesên beşdarî vê sondê bûbûn, çelî derbas dikir. Vana çûn cem serokên kahînan û kalepîran û gotin: Me bi gotina, heta ku em Pawlos nekujin, ger em tiştekî tahm bikin, bila nalet li me be! sondê xwarin. Niha hûn, tevî Civata Netewî, mîna lêgerînê hîn jî bi kûrî, li ser rewşa di derheqê Pawlos de bikin, ji fermandar rica bikin ku bila wî ji we re bîne; em jî, hîn berî ku ew nêzîk bê, bona kuştina wî amade bibin! Lê belê lawê xwuşka Pawlos bihîst ku wan kemîn danîne; hate û ket kelehê û ji Pawlos re têgîhand. Pawlos jî serpelekî bangî cem xwe kir û got: Vî xortî ji fermandar re bibe, ji ber, tiştekî ku bighîne wî heye! Wî, ew girt û bir cem fermandar û got: Pawlosê girtî min bangî cem xwe kir û rica kir ku ez vî xortî bînim cem te; tiştekî wî yî bighîne te heye. Fermandar jî bi destê wî girt û kişand aliyekî, pirsa: Tiştê ku tu dixwaze bighîne min çî ye? ji wî ve pirsî. Û wî got: Cihûdan yekgotinî kirin; mîna ku rewşa di derheqê Pawlos de hîn jî bi kûrî lêgerînê bikin, dê sibê ji te re rica bikin ku tu wî bibî cem Civata Netewî. Lê belê tu bi wan nexape! Ji ber ku di nava wan de ji çelî zêdetir kes, kemînê danîne û li benda wî ne û bi gotina: Heta ku em wî nekujin, ger em tiştekî bixwin û vexwin, bila nalet li me be! sond xwarin; niha amade ne û li benda soza te ne. Wê çaxê fermandar bi gotina: Tu ji tu kesî re nebêje ku te van tiştan têgîhandiye min, temmî kir û yê ciwan berda. Û wî bangî du serpelî kir û got: Bona saet di sisiyê şevê de herin Sezariyê, du sed leşker, heftê siwarî û du sedê bi rim amade bikin û bona ku hûn Pawlos li wê siwar bikin û bi saxî bighînin cem walî Fêlîks, heywanan jî amade bikin! Û wî nameyek ûsa nivîsand: Klawdiyo Lîsîas, ji waliyê birêz Fêlîks re silav dike! Cihûdan vî zilamî girtibûn û hindik mabû ku wî bukujin; çi heye ku dema min bihîst ew niştewarê Romayê ye, ez bi leşkeran ve gîhaştim û wî xelas kirim. Ji ber ku min dixwest fêhm bikim ka wî bi çi sûcdar dikin, min wî derxist ber Civata Netewî ya wan. Ez hîn bûm ku, sûcdarî kirin di derheqê hinek pirsgirêkên zagona wan de ye; lê tu sûcdarî kirina hewceyî cezaya mirinê, an jî hepsê dikir nedîtim. Û dema ji min re hate têgîhandin ku ji aliyê Cihûdan ve kemînek bona vî zilamî hatiye avêtin, wî hema ji te re şandim. Min emir da yên wî sûcdar dikin ku bila giliyên xwe yî di derheqê wî de li ber te bibêjin. Bi xatirê te! Leşkeran li gor emrê ji wan re hatiye dayîn, Pawlos girtin û şevê birin Antîpatrîsê. Wan, dotira rojê siwariyan bona ku bi Pawlos re biçin, berdan û dîsa vegeriyan leşkergehê. Ew jî dema gîhaştin Sezariyê, nameyê dan walî û Pawlos jî derxistin pêşberî wî. Piştî ku walî nameyê xwend, ji wî pirsî ku, ka ji kîjan wilayetî ye û dema bihîst ku ji Kîlîkyayê ye, got: Ger yên giliyê te dikin jî werin, wê demê ez ê te guhdarî bikim! Û bona ku wî di qesra Hêrodês de di bin çavan de bigirin emir da. Lê belê piştî pênc rojî, Serokkahîn Henanya, hinekên kalepîran û xatîbek navê wî Tertûlûs e hatin; vana li dijî Pawlos, gilî li walî kirin. Dema Pawlos hate bang kirin, Tertûlûs dest bi sûcdarkirina wî kir û got: Ya Felîksê xûpak, bi saya te, em di nava dilxweşiya mezin de dijîn; bi ewlekariyên ku te girtiye jî, pêşveçûnên bixêrhatî yên di derheqê vî netewî de hatine dîtin; em her tim û li her derê bi hemûya şikiryê vêya qebûl dikin! Lê ez naxwazim ku hîn jî zêde te biwestînim; ez rica dikim ku, tu çend gotinên ku em ê bibêjin, bi dilxweşî guhdarî bikî. Ji ber, me dît ku, ev zilama fesadek li her aliyê dinê di nava Cihûdan de tevliheviyê derdixe û ji serokên terîqeta Nasraniyan yek e. Heta ku bona gemar kirina Perestgehê jî şuxulî; lê belê me bi wî girt û me xwest ku li gor zagona xwe daraziyê li wî bikin. Lê belê fermandar Lîsîas hat û bi gotina: Bila gilîkirên wî werin pêşiya te, emir da û bi vî awayî bi dijwariyekî mezin wî ji nav destên me rahişt û bir. Ger tu wî bikişîne pirsiyariyê, tuyê ji wî hîn bibe, hemû pirsiyariyên ku me di derheqê wî de kirine rast in! Û Cihûdan jî îdia kirin ku ev tiştan wusa ne û beşdarî sûcdarî kirinê bûn. Li ser nîşanekî walî, Pawlos bi vî awayî bersivê da: Ji ber ez dizanim ku, tu bi salên dirêj, darazkiriyê ji vî gelî re dikî, ji bo tiştên ku aidî min in, ez parastina xwe bi kêfxweşî dikim. Ji ber, tu bi xwe jî dikarî hîn bibe ku, cergî bona peristinê ez çûme Orşelîmê ji donzdeh rojî zêdetir nebûyî. Û wan, min ne li Perestgehê, ne li keniştan, ne jî li cîhek dinî bajêr nedîtine ku bi yekî re ketime guftegoyê, an jî bona gel serî hilde xebitî me. Û van sûcdar kirinê heta niha dikin jî nikarin ji te re îspat bikin. Lê tevî vêya, ez ji te re vêya îtiraf bikim ku, li gor Rêya ku ew dibêjin terîqet, ez qûlitiyê ji Xwedayê bapîrên xwe re dikim; ez bi her tiştên ku di zagonê û pirtûkên peyxamberan de hatiye nivîsandin bawer im û mîna ku wan bi xwe jî qebûl kirine, min jî di derheqê, him yên rast û him jî yên ne rast in de dê ji mirinê ve bivejin, hêviya xwe bi Xwedê ve girêdaye. Û di vêya de bona ku li ber Xwedê û mirovan ûcdanek minî paqij hebe, ez her tim dixebitim. Û piştî cûdabûna gellek salan, bona ku ez bexşandinan û qurbanan ji gelê xwe re bînim, hatim. Û di wê navberê de, min di Perestgehê de safîbûyî dîtin; ne bi ajawe û galegalê; tenê hinek Cihûdên ji Asyayê ne li wê derê hebûn. Ger tiştekî wanî li dijî min bibêjin hebe, divê ew bên ber te û sûcdarî kirinên xwe ji te re bibêjin. An jî, dema ez di nav wan de disekinîm, ji bilî vê yek gotina ku: Îroj, ez bona vejîna miriyan li ber we tême darazî kirin! qêriyam; gava ez li ber Civata Netewî sekinîm, ka kî çi neheqî di min de dîtine, bila bi xwe bibêjin! Gava Fêlîks vêya bihîst, ji ber ku di derheqê Rê de zanînekî wî yî kûr hebû, wan taloqî rojekê din kir û got: Ez ê biryara xwe ya di derheqê doza we de ye, dema fermandar Lîsîas were, bidim! Û wî emir da serpel ku, bila Pawlos di bin çavan de, bi xwedî destûrbûnê ve bigire û dema hevalên wî bixwazin alîkariyê bi wî re bikin, bila ji tu kesî re astengiyan dernexe. Û piştî çend rojî Fêlîks, bi pîreka xwe Dirûsîla, ya ku Cihûd bû, hate, bangî Pawlos kir û di derheqê baweriya Mesîh Îsa de wî guhdarî kirin. Lê belê dema wî qala rastiyê, xwekontrolê û roja daraziyê ku dê bê, kir, Fêlîks bi tirsê ve ket û got: Niha tu dikarî here, dema fersendê bibînim, ez ê dîsa bangî te bikim! Tevî vêya jî wî hêvî dikir ku, dê Pawlos bertîlê bi wî de; ji ber vê yekê zû bi zû bangî wî dikir û bi wî re mijûlayî dikir. Û gava du sal derbas bûn pê ve, di şûna Fêlîks de Porkiyo Fêstûs hat û Fêlîksê xwest ku dilê Cihûdan qezenc bike, Pawlos girêdayî hişt. Gava ku Fêstûs hate wilayetê, paşê sê rojî ew ji Sezariyê çû Orşelîmê. Serokên kahînan û pêşhatiyên Cihûdan, giliyên xwe yî di derheqê Pawlos de gîhandin wî. Û bona ku bîne Orşelîmê li dijî Pawlos ji xwe re xêrê xwestin û ji Fêstûs re rica kirin û bona ku wî di rê de bikujin dek û dolavê ava kirin. Lê belê Fêstûs jî bersiva, Pawlos li Sezariyê bindest e, ew ê bi xwe jî di nêzîk de here wir da û got: Yên di nava we de rayedar in, bila bi min re werin û ger di wî zilamî de tiştekî çewt hebe, bila wî sûcdar bikin! Lê belê piştî ku ew ji deh rojî zêdetir di nava wan de ma; vegeriya Sezariyê û dotira rojê ew di kursiya darazkirinê de rûnişt û emir da ku bila Pawlos bînin. Û dema ew ket hundir, Cihûdên ji Orşelîmê ve hatibûn, dora wî girtin û gellek sûcê giran ku nikaribûn wan îspat bikirina li wî kirin. Pawlos bi gotina: Min ne li dijî zagona Cihûdan, ne li dijî Perestgehê, ne jî li dijî Qeyser tu sûcî nekiriye! xwe parast. Lê belê Fêstûs xwest dilê Cihûdan qezenc bike, bi vî awayî bersivê da Pawlos û got: Tu dixwazî here Orşelîmê û wê derê li ber min ji van babetan ve bê daraz kirin? Lê belê Pawlos got: Ez li ber kursiya Qeyser ya darazkirinê ve disekinim; divê ez li vir bême daraz kirin! Mîna ku tu jî baş dizanî, min li dijî Cihûdan qet neheqiyekî nekiriye. Ji ber ku ger neheqiyek kiribim û tiştekî ku liyaqî mirinê ye kiribim, ez ji mirinê ve xwe nadim alî. Lê belê ger tu tiştê ku vana min bisûcdarî dikin, ne rast bin, tu kes nikare min bide destê wan. Ez doza xwe pêşkêşî Qeyser dikim! Wê gavê Fêstûs, paşî ku bi sazûmanê re şêwirî, bersivê da: Te doza xwe pêşkêşî Qeyser kir; tuyê here cem Qeyser! Piştî ku çend roj derbas bûn, qiral Agrîpa û Bernîkî hatin Sezariyê û silavê dan Fêstûs. Û piştî ku ew gellek rojan li wir man, Fêstûs; doza Pawlos pêşkêşî qiral kir û got: Zilamekî ku ji aliyê Fêlîks ve girtî hatiye hiştin heye; dema ez li Orşelîmê bûm, serokên kahînan û kalepîrên Cihûdan, giliyên xwe yî di derheqê wî de ji min re gotin û xwestin ku ez wî bi ceza bikim. Bi gotina, berî ku kesê tête sûcdarî kirin bi gilîkaran re rûbirû neyê kirin û berî dayîna fersenda li dijî tometa ku di derheqê xwe de ye mafê parastinê jê re nehatibe dayîn, dayîna wî ne kevneşopa Romayiyan e, bersivê dam wan. Û dema ew li vir civiyan, min tu wext derbas nekir, dotira rojê li ser kursiya darazkirinê ve rûniştim û bona ku zilam bînin emir dam. Gava ku dawedarên rabûn û axifîn, tu sûcdariyek ku ez li benda wê me, li wî nekirin; tenê di derheqê ola wan û mirovek mirî ye, lê belê li gor îdia kirina Pawlos ve hîn dijî, navê wî Îsa ye de, li dijî wî hinek pirsgirêkên wan hebûn. Ji ber nizanîbûm ku ez ê çawa di derheqê van tiştan de lêpirsînê bikim, min ji wî re pirsî ku, bi çûna Orşelîmê û li wir di derheqê van tiştan de, bi darazbûnê razî ye, an jî na. Lê belê bona ku Pawlos doza xwe gîhand Qeyser, li gor biryara Împarator xwest ku bindest bimîne; min jî emir da, heta roja ku ez wî bişînim cem Împarator, bila girtî bimîne. Lê belê Agrîpa ji Fêstûs re got: Ez jî dixwazim ku vî zilamî guhdarî bikim! Û wî got: Tuyê sibê wî guhdarî bikî! Dotira rojê gava ku Agrîpa û Bernîkî, bi debdebeyekê mezin hatin û bi fermandar û pêşhatiyên bajêr ve ketin dîwanxanê; li ser emrê Fêstûs, Pawlos anîn hundir. Û Fêstûs got: Qiral Agrîpa û hemûyên ku li vir bi me re amade ne! Hûn vî zilamî dibînin, li Orşelîmê û li vir, hemûya civaka Cihûdan bona viya, bi gotina: Êdî jiyîna wî ne rast e! qêriyan û li min gilî kirin. Lê belê min, tiştekî wî liyaqî mirinê yî kiribe nedît û ji ber ku wî bi xwe doza xwe pêşkêşî Awgûstos kiriye, bona şandina wî min biryar da. Tu tiştên bi rastî nîne ku ez bona wî ji Efendiyê me re binivîsim; bo vê yekê min wî derxist ber we, bi taybetî jî ya qiral Agrîpa, wî derxistim ber te; bona ku paşî lêkolînê tiştekî minî ez binivîsim bila hebe. Ji ber ku girtiyekî şandin û sûcên ku li dijî wî ne agahî nekirin, ji min re bêwate xuya dike. Û Agrîpa ji Pawlos re got: Ji te re destûr heye ku tu ji bo xwe bêje! Wê gavê Pawlos destê xwe dirêj kir û bi vî awayî dest bi parastina xwe kir: Ya qiral Agrîpa! Ez xwe dilxweş dihesibînim; ji ber ku ez ê îroj parastina xwe yî di derheqê hemû sûcdar kirinê Cihûdan de li ber te bikim. Bi taybetî ez bi vêya kêfxweş dibim ku, tu mirovekî hemû adet û pirsgirêkên Cihûdan ji nêz de dizanî ye. Ji bo vêya, ez ji te rica dikim ku tu bi sebir min guhdarî bike. Hemûyên Cihûdan, dizanin ku divê di destpêkê de li welatê min, divê jî li Orşelîmê, di ciwaniya min de ez çawa dijiyam. Min ji berê ve dinasin û ger bixwazin, karin şahdeyiyê bikin ku, ez endamê mezheba ola me ya herî dijwar, bi mezheba Fêrisiyan girêdayî ve jiya me. Û niha, ji ber ku, min hêviya xwe bi wad a ku Xwedê daye bapîrên me ve girêdayiye li vir disekinim û tême daraz kirin; donzdeh eşîrên me, bi şev û roj, bi xîret ji Xwedê re qûlitî kirinê ve hêvî dikin ku bigihêjin wê wadê. Ya qiral, sûcdariyên ku Cihûdan li min dikin, di derheqê vê hêviyê de ye! Ma vejîna ku Xwedê miriyan divejîne, çima ji bo we tiştekî pê nayê bawer kirin tête hesibandin? Bi rastî min jî li gor xwe digot ku, qey li dijî navê Îsayê Nisrêtî, hewcedariya kirina gellek tiştî heye. Û vêya jî min li Orşelîmê çê kir û bi rayedariya ku min ji serokên kahînan ve stendibû, min gellekê pîrozan avêtin girtîgehê û dema ew hatin kuştin, min raya xwe li dijî wan da. Ez li hemû keniştan digeriyam û zû bi zû min wan bi ceza dikir, bona kufrê bikin, zorê didam wan û ez ûsa har bûbûm ku, bona zulmê li wan bikim, diçûm bajarên biyan yên ew li wir dijîn jî. Di vê navberê de gava ez bi rayedarî û wezîfeya serokên kahînan ve diçûm Şamê; di wexta nîvrojê de, ya qiral, di rê de, min şewleyekî ji şewla rojê zêdetir dibiriqe dît, ji ezman ve hat û dora min û yên bi min re diçûn ronî kir. Û gava em hemû ketin erdê, min bihîst ku, dengekî di zimanê Îbraniyan de ji min re dibêje: Saûl! Saûl! Çima tu zulmê li min dikî? Li dijî mesasê rabûnê, tu xesarê didî xwe! Min jî got: Ya Xudan, tu kî yî? Û Xudan got: Ez Îsayê ku tu zilmê li wî dikî me! Lê belê rabe û li ser pêlan bisekine! Ji ber, bona ku ez te di xizmeta xwe de peywirdar bikim, ji te re xuyanî bûm. Tuyê him ji tiştên ku te dîtine û him jî tiştên ku di derbarê xwe de nîşanî te bidim re şahidiyê bike. Ez ê te ji destê gel û neteweyên ku niha te ji wan re dişînim ve xelas bikim; da ku, ez te bona çavên wan vekim û wan ji tariyê vegerîne ronahiyê, ji serweriya Îblîs vegerîne Xwedê dişînim; ûsa ku, bila bi min baweriyê bînin û bigihêjin efûbûna gunehan û di nava yê pîroz hatine danîn de mêrasê bigirin! Ji bo vêya, ya qiral Agrîpa, min li dijî çûna vê xewn û xeyala semavî nekir; lê belê min pêşiyê ji yên ku li Şamê ne re û ji yên ku li Orşelîmê û li hemûya herêma Cihûstanê ne re û ji neteweyan re jî gîhandim ku, bila tobe bikin û vegerin Xwedê û karên liyaqî tobê ne bikin. Ji ber vê yekê Cihûdan min li Perestgehê ve girtin û xwestin ku bikujin. Lê belê heta îroj, Xwedê bûye alîkarê min, bi vê sayê ez li vir disekinim û biçûk û mezin, ji hemû kesî re şahdeyiyê dikim; gotinên ku ez dibêjim, xeynî gotinên peyxamberan û yên Mûsa ji berê ve gotine tiştek din nîn in; yanê, wan têgîhandibûn ku, dê Mesîh êşê bikişîne û bi yekemînbûna kesên ji mirinê ve vejiyane, divê him ji gel û him jî ji neteweyan re mizgîniya ronahiyê bide bihîstin. Û dema wî bi vî awayî parastina xwe didomand, Fêstûs bi dengekî bilind got: Pawlos, tu har bûyî! Zêde xwendin te dîn dike! Lê belê Pawlos got: Fêstûsê birêz, ez har nebûme; lê gotinên rast û li gor aqilê ne dibêjim! Ji ber, qiralê ku bi cesaretê jê re dibêjim jî bi van tiştan dizane. Ji ber ku ez di wê qenîetê de me ku, yekî ji vana jî jê re ne veşartî ne; ji ber ku ev di qozîkek de nehatine çêkirin! Qiral Agrîpa, ma tu bi peyxamberan bawer dikî? Ez dizanim ku tu bawer dikî! Agrîpa ji Pawlos re got: Ma tuyê di demekî ûsa kurt de min qanih bike û bike Mesîh î? Lê belê Pawlos got: Dixwaze bila di demekî kurt de, dixwaze jî di demekî dirêj de bibe, ez ji Xwedê dixwazim ku tenê ne tu, hemû kesên ku îroj li min guhdarî dikin, li xeynî van zincîran mîna min bibin! Û gava wî vêya got, qiral, walî, Bernîkî û yên bi wan re rûniştibûn rabûn. Û gava şunda vekişîn, di nava xwe de axifîn û gotin: Ev zilam tiştekî ku ya hewceyî cezayê mirinê, an jî girtîbûnê dike, nake! Lê belê Agrîpa ji Fêstûs re got: Ger vî zilama doza xwe neşanda Qeyser, dikarîbû serbest bihata berdan! Dema biryar hate dayîn ku em bi keştiyê ve herin Îtalyayê, Pawlos û hinek girtiyên din dan destê serpelekî navê wî Yûlyûs e û ji tabûra Awgûstos e. Em li keştiyek Edremîtê ya dê serî bide hinek strîngehên li qeraxên Asyayê siwar bûn û vebûn behrê; ji Selanîkê ve Arîstarkoyê Makêdonî jî li cem me bû. Û dotira rojê me serîkî da Saydayê û Yûlyûsê bi hevaltî nêzîkî Pawlos dibû, bona hewcedariyên xwe peyda bike hişt ku biçe cem hevalên xwe. Û em ji wir ve vebûn û ji bin bayê Qibrisê ve derbas bûn, ji ber ku ba li dijî me bû. Û em ji behra Kîlîkya û Pamfîlyayê derbas bûn û hatin bajarê Mîra ya Lîkyayê. Serpelê ku keştiyek Îskenderiyê ya dê here Îtalyayê li wir dît, me li wê siwar kir. Di nava gellek rojan de hêdî bi hêdî bi rê girtinê ve, bi zorekê em gîhaştin nêzîkî qeraxên bajarê Knîdosê; ji ber ku bahoz astengiyê ji me re derxist, em ji pozê Salmonê ve fitilîn û di bin bahozê Kirêtayê de me derbas kirin û bi zorekê di qeraxê de em pêş ve çûn û hatin cîhê nêzîka bajarê Laseyê ku, navê wê Strîngehên Xweşik in bû. Gellek wext hatibû buhirandin û ji xwe, ji ber ku Rojî derbas bûbû û êdî rêvîtiya behrê bi xeter bûbû, Pawlos şîretê li wan kir û ji wan re got: Efendîno, ez dibînim ku, ev rêvîtiya dê tenê xesarê nade bar û keştiyê, dê gellek xesar û xerabiyê bide canên me jî! Lê belê serpel, ji gotinên ku ji aliyê Pawlos ve têne gotin zêdetir bi serok û xwediyê keştiyê ve bawer dikir. Ji ber ku strîngeh bona borîna zivistanê ne bikêrhatî bû, gellekan biryar dan ku ji wir vebin û ger mimkûn be bigihêjin strîngeha Fînîksê ya li bayê reş û bayê başûrê ve girtiye û ya Kirêtayê ye. Û dema ji başûrê bayek qels hat, gotin qey dema ku li bendê ne hat û hesinên xwe girtin; di nêzîka qeraxên Kirêtayê de dest bi pêşveçûnê ve kirin. Lê belê hîn pirr derbas nebûbû, ji giravê ve bahoza ku jê re dibêjin: Evrakîlon teqiya. Û dema keştî li ber bahozê nikarîbû biçe, me xwe bi herikandinê ve berdan. Lê belê gava em li ber giravek biçûk, ya ku jê re Klauda tête gotin derbas dibûn, me bizorkê lotkê zeft kirin. Û piştî ku wê girtin jor, bi werisan ji bin ve dora keştiyê girtin; ji ber, ditirsiyan ku li xalîca Sîrtê dê li ser zinaran ve biqewimin, taximên babirekê daxistin û bi vî awayî xwe bi ber herikandinê ve berdan. Ji ber ku bahozê me gellekî êşandibû, roja din ji keştiyê dest bi avêtina baran kirin û roja sêwemîn, taximên keştiyê bi destên xwe ve avêtin behrê. Gellek rojan ne roj, ne jî stêrk hatin xuya kirin û ji ber ku bahoz bi hemû dijwariya xwe didomand, êdî me hêviya xwe yî xelasiyê bitumî winda kiribû. Û dema ku ew demek dirêj bê xwarin man, Pawlos wê gavê di navenda wan de sekinî û got: Efendîno, divê we min guhdarî bikirina û ji Kirêtayê veneqetiyana û rastî vê xesar û ziyanê nehatina. Û niha ez ji we re dibêjim bi metirsî bin; ji ber ku dê ji nava we tu can winda nebe, dê tenê keştî mehf bibe! Ji ber ku milyaketekî Xwedayê ku ez aidî wî me û qûlitiyê ji wî re dikim, îşev hate cem min û got: Metirse, Pawlos! Hewce dike ku tu derkevî ber Qeyser û a vay, Xwedê hemû kesên bi te re rêwîtiyê dikin ji te re bexşandiye! Ji bo vêya, efendîno, bi metirsî bin! Ji ber, ez ji Xwedê bawer im ku, dê mîna ku ji min re hatiye gîhandin bibe. Lê belê hewce dike ku em li giravekê rûnin erdê! Û gava şeva çardehan hat, em hîn di behra Adriyayê de diherikîn; nêzîkî nîvê şevê keştîvanan got ku qey nêzîkî giravê bûne û kûritiya behrê pîvan û dîtin ku bîst qulac e; paşî hinek pêş ve çûn, carek din jî pîvan, dîtin ku panzdeh qulac e. Ji qewimandina zinaran ve tirsiyan û ji aliyê dawiyê ve çar hesinan avêtin û bona ku roj bihilê dua kirin. Keştîvanan bona ji keştiyê ve birevin xebitîn û dema wekî ji serî ve hesin bavêjin lotkê daxistin behrê; Pawlos ji serpel û leşkeran re got: Ger ev li keştiyê nemînin, hûn nikarin xelas bibin! Wê gavê leşkeran bend jêkirin û lotkê xistin behrê. Û gava ku dikira roj bihilata, Pawlos bona xwarinê bixwin ji wan hemûyan rica kir û got: Îroj çardeh roj e hûn di nav sekinayiyekî xemgînî de ne, we tu tiştekî nexwarin û hûn birçî ne. Ji bo vêya ez ji we rica dikim ku, xwarinê bixwin; ji ber ku bona xelasiya we ev hewce dike; ji ber ku dê ji serê we yekî, mûyekî porên we winda nebe! Piştî ku vêya got, nan rahişt û li ber hemûyan ji Xwedê re şikir kir û wê parî kir û dest bi xwarinê ve kir. Û hemûyan wêriyan û wan jî xwarinê xwarin. Di keştiyê de em bi hemû du sed û heftê û şeş can bûn. Û piştî ku ew ji xwarinê ve têr bûn, genim rijandin behrê û keştiyê sivik kirin. Dema bû roj, reşayiyê nas nekirin; lê belê xalîcek bi seylax dîtin û di derheqê, gelo em ê bikaribin keştiyê bi wir ve bajon de, pendan li hev kirin. Hesinan jêkirin û di behrê de hiştin; di yek demê de bendên dimenê jî jêkirin û babireka pêşiyê dan ber ba û bi vî awayî berê keştiyê dan sêlxanê. Keştî li bilindahiyek qûmê ve qewimî û li erdê ve rûnişt; serê keştiyê di qûmê de çikiya û sekinî û qet neleqiya, lê belê paşiya keştiyê bi dijwariya pêlan ve dest bi belav kirinê ve kir. Leşkeran, bona ku tu girtî di avê de ajne nekin û nerevin, di nêta kuştina wan de bûn. Lê belê serpel, xwest ku Pawlos xelas bike û wan ji kirina nêta wan ve da sekinandin. Û bi gotina, pêşiyê yên ku ajnê dizanin xwe bavêjin behrê û yên li şunda mane jî, hinekan li ser textan, hinekan jî li ser tiştên ku ji keştiyê ne ve derkevin reşayiyê, emir da. Û bi vî awayî wusa bû ku, her kes xelas bûn û derketin reşayiyê. Dema ku em xelas bûn, me fêhm kir ku navê giravê Malta ye. Û xwecîhan mirovahiyek nehatiye dîtin rê me dan; ji ber, bona barana ku dibariya û sermê agir vêxistin û me hemûyan qebûl kirin. Gava ku Pawlos komek qirşik da hev û avêt ser agir, margîskek ji germayiyê ve derket, hat û bi destê wî ve girt. Dema xwecîhan heywanê bi destê wî ve daliqiye dîtin, ji hev û din re gotin: Bê şik ev zilama qesas e; ew ji behrê ve xelas bûbe jî, lê belê dadiyê wî ji jiyanê re nehişt! Çi heye ku, wî destê xwe dawişand û heywanê avêt nava agir û tu xesarê nedît. Lê belê ew li benda nepixandina Pawlos, an jî ji nişka ve bi mirîtî ketina wî yî erdê bûn; lê belê demek dirêj sekinîn û dîtin ku tiştekî ziyandar bi wî nebû, fikrên xwe guhertin û gotin: Ev îlahek e! Nêzîkî wê derê çewlîgên serrayedarê giravê Pobliyo hebûn; wî, me qebûl kir û sê rojî bi nazikî em kirin mêvan. Di wê navberê de, bavê Pobliyo bi virika bi xwîn ve ketibû û di nava agiran de radiket. Pawlos ket cem wî û dua kir, destên xwe danî ser wî û wî baş kir. Û li ser vê bûyerê nexweşên dinî giravê jî hatin û şîfa dîtin. Wan jî me bi gellek xelatan ve bi rûmet kirin; wexta ku em ê vebûna behrê hemû tiştên em hewcedar bûn, li keştiyê ve bar kirin. Piştî sê mehî, em bi keştiyekê Îskenderiyê ya zivistanê li giravê derbas kiriye, ya ku nîşana Dîoskûren lê ye, vebûn behrê. Me serîkî da Sîrakûzayê û sê rojî li wir man. Û li wir jî me rêya xwe domand û em hatin Rêgîûmê; paşî rojek din bayê başûrê derket û em roja duwemîn gîhaştin Pûteoliyê. Birayên ku me li wir dîtin, bona ku em heft rojî li cem wan bimînin, li ber me geriyan. Û bi vî awayî, em gîhaştin Romayê. Gava ku birayan xebera me girtin, bona pêşwaziyê li me bikin, ji wê derê hatin heta Sûka Apiyoyê û Sê Xanan. Dema Pawlos wan dît, ji Xwedê re şikir kir û wêriya. Dema em ketin Romayê, serpel girtiyan da fermandarê artêşgehê; lê belê ji bona Pawlos û leşkerê ku wî di bin çavan de disekinîne tenê bimînin, destûr hate dayîn. Û wusa bû ku, piştî sê rojî wî bona civakê bangî pêşhatiyê Cihûdan kir û dema vana civiyan, wî ji wan re got: Birano, min tiştekî li dijî gel, an jî adetên kalikên me nekiriye, lê dîsa jî li Orşelîmê hatim bindest kirin û min dan destê Romiyan. Wan jî piştî ku min kişandin pirsiyariyê, xwestin ku min serbest berdin; ji ber, bona kuştina min sedemek tunebû. Lê belê dema Cihûdan li dijî vêya axifîn, çawa ku tu giliyê min ji netewa min ve tunebû, lê ez hewcedar bûm ku doza xwe pêşkêşî Qeyser bikim. Niha ji ber vê yekê, bona dîtin û axaftinê, bangî we kirim; ji ber ku bona hêviya Îsraêlê ez bi vê zincîrê ve girêdayî me! Wan jî ji wî re gotin: Me ji Cihûstanê nameyek di derheqê te de nestendine û yek ji birayan nehat vir û negîhand me, an jî di derheqê te de tiştek xerab negotine. Lê belê em dixwazin, tiştên ku tu difikirî, ji te bibihîzin; ji ber ku bona vê firqeyê em dizanin ku, li her derê li dijî wê tête axaftin. Û ji wî re rojekê tayîn kirin û gellek kes hatin cem wî, mala ku lê dima. Bi şahdeyî kirina ji Serweriya Xwedê re, ji zagona Mûsa û ji peyxamberan ve bona wan di derheqê Îsa de qanih bike, xebitî û ji sibê heta êvarî ji wan re got. Hinek kes bi gotinên wî ve bawer bûn û hinekan jî bawer nebûn. Û dema li hev nekirin, piştî ku Pawlos wê gotina got, ew çûn: Ruhê Pîroz yê bi navgîniya Îşaya peyxamber ve bangî bapîrên me kir, rast got: Here û ji vî gelî re bibêje: Hûn ê bi guhan ve bibihîzin û qet nikaribin fêhm bikin û hûn ê bi çavan ve binihêrin û qet nikaribin bibînin! Ji ber ku dilê vî gelî stûr bû û bi guhê xwe ve giran bihîstin, çavên xwe jî girtin; nebe ku, bila bi çavên xwe ve hilbijêrin û bi guhên xwe ve bibihîzin, bi dilên xwe jî fêhm bikin û dîsa vegerin, ku ez ê şifê bidim wan. Niha vêya bizanibin ku, ev xelasiya Xwedê ji neteweyan re hatiye şandin û dê ew ê guhdarî bikin! Û dema wî van gotinan got, Cihûdan di nav hev de zehf keftûleftê kirin û çûn. Û Pawlos, bêkêmasî du sal li mala ku wî ji xwe re kirê kiriye ma û her kesê ku hatin ziyareta wî qebûl kir. Û Serweriya Xwedê bêyî hemû astengiyan, bi hemûya cesaretê ve dida bihîstin û rastiyên di derheqê Xudan Îsa Mesîh de dida hîn kirinê. Pawlosê qûlê Îsa Mesîh, ê ku ji bona bibe şagirt, hatiye dawet kirin ji Mizgîniya Xwedê re hatiye hilbijartin – ew Mizgîniya ku wî bi navgîniya peyxamberên xwe, ji berê ve di Nivîsên Pîroz de wad kiriye, li gor bedenê ji nîjada Dawid ve bûye û li gor ruhê pîroziyê, bi vejîna ji mirinê û bi qûdretê Lawê Xwedê hatiye bang kirin, di derheqê Lawê wî, Xudanê me Îsa Mesîh de ye; di hemû neteweyên ku hûn jî di nav wan de vexwendiyê Îsa Mesîh in, bona ku bona navê wî îtaetê ji baweriyê re bikin, me bi navgîniya wî xêr û wezîfeya şagirtiyê stendin – ji hemû xoşewîstên Xwedê, ên ku li Romayê ne û bona pîrozbûnê hatine dawet kirin re: Bila ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh ve xêr û xweşî ji we re be! Pêşiyê bona we hemûyan, bi navgîniya Îsa Mesîh ve ji Xwedayê xwe re şikir dikim ku, baweriya we li hemûya dinê tête bang kirin. Ji ber ku Xwedayê ez bona belav kirina Mizgîniya Lawê wî, bi ruhê xwe ve jê re xizmetê dikim şahde ye ku, ez we çawa bêsekin, her tim di duayên xwe de di bîr ve tînim; bi xwestina Xwedê, ya dawîn bona hatina cem we ez dixwazim ku rêyek ji min re bê vekirin. Ji ber ku bona hûn ji aliyê ruh ve zexm bibin, xelatek ruhanî bigihînim we, zahf dixwazim ku ez we bibînim. Yanê, dixwazim bibêjim ku, dema ez di nava we de bim, ez bi ya we, hûn jî bi ya min, em ê bi baweriya xwe xemrevîniyê bibînin. Ya birano, ez naxwazim ji we re nenas bimîne ku, mîna di nava neteweyên din de, bona ku şuxlên min di nava we de jî dexlê bide, pirr caran min nêt anî ku ez werim cem we; lê belê heta niha hatim men kirinê. Berpirsiyartiya min li berya kesên Grek û yên Barbar, ji zaniyaran û ji nezanan re heye. Bi vî awayî, ez amade me ku ji we re, ji yên ku li Romayê ne re jî, Mizgîniyê heta ku ji destê min ve bê waaz bikim. Ji ber ku ez ji Mizgîniya Mesîh fedî nakim; ji ber ku ew pêşiyê ji Cihûdan re, dawiyê jî ji Grekan re, bona xelasiya her bawerkiran hêza Xwedê ye. Ji ber ku pakbûna Xwedê di wê de ji baweriyê, heta baweriyê tête doz kirin; herweha hatiye nivîsandin: Lê belê dê salih bi baweriyê ve bijî. Lewma li dijî hemû bêxwedanî û neheqiya mirovên ku bi neheqiyê dibin astengê rasteqîniyê, xezeba Xwedê ji ezman ve tête nîşan dayîn. Ji ber, çi ku di derheqê Xwedê de tê zanîn li ber çavan e; ji ber ku Xwedê hemûyî raxistiye ber çavên wan. Ji ber ku ji afirandina dinê ve, xisûsiyetê wî yên ku nayên dîtin, yanê, hêza wî ya bêdawî û Xwedaniya wî bi kirinên wî tê fêhm kirin ku, bi eşkeretî tê dîtin; bo vê yekê uzrê wan nîne. Ji ber ku Xwedê dizanîbûn jî, dîsa wî bi Xwedayî bilind nekirin û ji wî re şikir nekirin; lê belê di fikrên xwe de ketin ehmeqiyê; tariyê jî dilê wanî fêhm nake girt. Gava ku wan digotin em baqil in, ew bêaqil bûn û bilindahiya Xwedayê bê mirin bi senemên mîna mirovên bi mirin, civîkan, çarlingan û marîjokan ve guhertin. Bo vê yekê, Xwedê, bona bedenên xwe rezîl bikin, wan di nav şehwetên dilê wan de berda pîsîtiyê. Wan, rastiya Xwedê bi derewê ve guhertin û ji Xalik zêdetir, bi mexlûq ve peristîn û qûlitiyê kirin; ew abadîn bimbarek e! Amîn. Ji ber vê yekê Xwedê wan da azweriyên şermî; ji ber ku heta pîrekên wan jî dêvla têkiliyên xwezayî, yên ne xwezayî bijartin û mîna wê, zilaman jî têkiliyê xweza yên pîreka berdan û di şehwetên xwe de bi hev û din re vêketin û şewitîn; zilam bi zilaman re ket têkiliyên şermî û di xwe de bersiva ku liyaqî ji rê derketinê ye girtin. Û ji ber ku di zanîna xwe de hebûna Xwedê minasîb nedîtin, Xwedê jî bona tiştên ku ne li cîh in bikin, wan da destê ramanên merdût. Mafnezaniya bi her awayî, bi xerabî, bi çavnebarî, bi gir û hêrsê ve tijî bûn; bi hesûdî, bi hêrsa kuştinê, bi koşînê, bi hîlê û bi nêta xerab ve tijî ne. Yên ji Xwedê ve dikerihin, kesên pirsguhêz, rexnekir, qurre, bikubr, pesnê xwe vedidin, xerabiyê dikin, ji dayik û bavan re îtaetê nakin, fêhmkor, li ser soza xwe nasekinin, bêhezkirin û bêrehm in. Kesên van tiştên ûsa dikin, hay ji fermana Xwedê ya di derheqê mirina wan de heye dizanin, lê tenê bi çêkirina vana namînin, lê belê kesên vana çêdikin jî teswîp û tesdîq dikin. Bo vê sedemê, ya her zilamê ku daraziyê dike, tu ne bi uzrî; ji ber, di tiştên ku tu kesên din daraz dikî de, tu xwe mehkûm dikî; ji ber ku tu, ya kesê daraziyê dikî, tu eynî tiştî dikî! Û em dizanin ku, li dijî kesên tiştên ûsa dikin, daraziya Xwedê li gor rastiyê ye. Û ya zilamê kesên ku tiştên ûsa dike, daraz dikî û tiştên mîna wan dikî, tu dibêjî qey tuyê ji darazdana Xwedê birevî? An jî ma tu bi nezaniya qenciya Xwedê, ya ku te dibe tobê, tu zêdeyiya qencî û sebr û tehemûla wî kêm dibînî? Lê belê ji ber inyadkirina xwe û dilê xwe yî bê tobe bona roja xezebê ku darazdana Xwedê ya dadî bê eşkere kirin, tu xezebê ji xwe re dicivîne; dê Xwedê bersiva kirinên her kesî bide wan! Dê jiyana bêdawî bide kesên bêsekin qenciyê dikin û bi vî awayî li bilindî, birêzî û bêmiriniyê digerin! Lê belê dê xezeb û hêrsê bibarîne li ser kesên xweperest û li gor rastiyê nakin û li pey neheqiyê diçin! Pêşiyê ji kesên Cihûdan re, him jî ji Grekan re, dê tengasî û keserê ji her kesê xerabiyê dike re bide û dîsa pêşiyê ji Cihûdan re, him jî ji Grekan re, dê bilindî, dilxweşî û birêzî bide her kesên ku qenciyê dike. Ji ber ku, Xwedê di nava mirovan de cihêtiyê nake. Heçî kesên ku bi zagonê nizanibe û gunehan bike, zagon tune be jî dê helaq bibin. Yên bi zanîna zagonê gunehan bike jî, dê bi vê zagonê ve bên darazdan. Ji ber ku kesên di qatê Xwedê de pak bibin ne yên zagonê bihîstine, lê yên zagonê anîne cîh in. Ji ber ku, ger neteweyên ji zagonê ve bê hay bin, dema ku xwestekê vê zagonê tînin cîh, zagona xwe jî ava dikin. Bi vî awayî xuya dikin ku xwestinên zagonê, di dilê wan de nivîsiye; ûcdanên wan jî şahdeyiyê li vê dide; ramanên wan jî an wan bi sûc dike, an jî diparêze; li gor Mizgîniya min, bi navgîniya Îsa Mesîh ve roja ku Xwedê mirovan bona sûcê wanî dizî bide darazdanê, dê ûsa bibe. Lê belê tu ji xwe re dibêje Cihûd û xwe dispêre zagonê û bi Xwedê ve pesnê xwe vedidî û tu bi xwestina Xwedê dizanî û cihê kirina qîmetên herî bilind tu ji zagonê ve hîn bûyî û tu bawer bûyî ku, tu di zagonê de bi gîhaştina derûniya zanîn û rastiyê, bûyî rêberê koran, roniya kesên di tariyê de mayî, hînkerê bêaqilan û mamosteyê zarokan; niha, dema ku tu hînî kesên din dikî, tu jî nikarî hîn bibî? Dema tu nekirina diziyê waz dikî, tuyê diziyê bikî? Dema tu dibêjî: Zinê mekin, tuyê zinê bikî? Dema tu ji pûtan ve dikeribî, tuyê Perestgehê talan bikî? Dema tu bi zagonê ve pesnê xwe vedidî, tu dikarî li berya Xwedê rabe û wî biçûk bibînî? Ji ber ku ûsa hatiye nivîsandin: Ji ber we di nava netewan de, kufrê ji navê Xwedê re dikin. Niha, ger tu bi zagonê ve bigire, dê qenciya bisunetbûnê hebe; lê belê ger tu êrîşkirê zagonê be, bisunetbûna te bûye bêsunetbûn. Bo vê yekê ger yên bêsunet, li gor emirên zagonê bikin, ma dê ew jî bisunet neyên hesibandin? Ger tu bi xwedîbûna xwe ya Nivîsên Pîroz û bisunetbûnê, zagonê dicûyî; kesên bi bedenê ve ne bisunet, lê belê yê li gor zagonê dike, dê te nede darazdanê? Ji ber ku kesên ji derve Cihûd be, ne Cihûd e, ne jî suneta şiklî, ya bedenî bisunetbûn e. Lê belê kesên ji hundir ve Cihûd be, Cihûd e û ne di tîpê de, lê di Ruh de bisunetbûna dil, bisunetbûn e; pesnahiya wî jî ne ji mirovan e, ji Xwedê ye. Niha, çi taybetiya Cihûdan heye? An jî qenciya bisunetbûnê çî ye? Ji her alî ve zêde ye! Ya yekemîn, gotinên Xwedê berê emanetî wan bûn. Ger hinekan bawerî neanîbin, dê çi bibe? Ma bêbaweriya wan, dilsoziya Xwedê ji navendê radike? Haşa! Her mirov derewîn jî be, bila bê zanîn ku Xwedê rast e; mîna ku hatiye nivîsandin: Da ku, tu di gotinên xwe de rast derkeve û dema bê darazdan, dozê qezenc bike. Lê belê ger neheqiya me, dadbûna Xwedê derxe navendê, ma em çi bêjin? Ez bi zimanê mirovan ve diaxifim: Xwedayê ku bi xezebê ceza dike, ma neheq e? Haşa! Ger ûsa be, dê Xwedê çawa darazdana dinê bike? Lê belê ger bi derewên min, rastiya Xwedê, bona bilindiya wî hîn jî zêde bibe, ma ez çima dîsa jî bi gunehkarî tême darazdan? Û mîna ku di derbarê me de hatiye buxtan kirin û mîna ku hin kes dibêjin û îdîa dikin ku me gotiye, ma çima; em nebêjin: Bona qencî were em xerabiyê bikin? Mehkûmiyeta wan rast e! Ango çi? Ma xawêniya me heye? Na, qet nîne. Ji ber ku me ji jor dixwaze bila Cihûd be, dixwaze Grek be, bi gotina; hemû di bin gunehan de ne, sûcdar kirin. Mîna ku hatiye nivîsandin: Qet kesên salih tune ne, yek jî tune. Yê fêhm bike nîne, tu kesê ku li Xwedê digere nîne. Hemû ji rê derketin, pev re bûn bêfêde. Yê ku qenciyê dike nîn e, yek jî nîn e. Devê wan gorek vekiriye; bi zimanê xwe ve dixapînin; di binê lêvên wan de jahra mara heye. Devê wan bi nalet û gotinên tal ve tijî ye. Lingên wan ber bi xwîn rijandinê ve bi lez in. Di rêgehên wan de xerakirin û tengasî heye. Û rêya dilxweşiyê jî nizanin. Li ber çavên wan tirsa Xwedê nîne. Û em dizanin ku, hemû tiştên ku zagon her çiqas tiştan dibêje, ji yên di bin zagonê de ne re dibêje; da ku, her dev bên girtin û bona hemûya dinê li dijî Xwedê sûcdar bibe; ji ber ku di hizûra wî de dê tu kes ji karên zagonê salih neyê hesibandin; ji ber ku zanîna gunehê bi navgîniya zagonê ye. Lê belê niha bi zagon û ji aliyê peyxamberan ve bi şehadetî kirinê, rastiya Xwedê, yanê rastiya Xwedê ya ku ji hemûyên bi navgîniya baweriyê ji Mesîh Îsa re baweriyê anîne re ye, ji bilî zagonê eşkere bûye; ji ber ku qet cihêtî nîne; çimkî hemûyan gunehê kirin û ji bilindahiya Xwedê mehrûm man. Ew bi navdîtiya fîdya ku di Îsa Mesîh de ye, bi xêra wî, bê berdêl salih têne hesibandin; ji ber efûbûna gunehên ji berê ve di sebra Xwedê de hatine kirin, bona nîşandayîna dadiyê, yanê, bona di dema niha de dadiya wî bête nîşan dayîn, di xwîna wî de bi navdîtiya baweriyê, wekî kefaret be, Xwedê wî pêşkêş kir, da ku, ew bi xwe bi dad be û yê ku baweriyê bi Îsa anîne salih bihesibîne. Niha pesnvedan li ku ma? Li derve ma! Lê belê bi sipartina kîjan qanûnê? Ma bi ya şixulan? Na, lê belê bi zagona baweriyê ve! Ji ber, em di wê qenîetê de ne ku, mirov ne bi xwestekê zagonê anîn cîh, bi baweriyê salih têne hesibandin. An jî ma Xwedê tenê Xwedayê Cihûdan e? Ma ne yê neteweyên din e jî? Belê, yê neteweyên din e jî! Ji ber ku Xwedanê bisunetan bi baweriyê, yên ne bêsunetan jî bi eynî baweriyê salih bihesibîne yek e. Niha, ma em bi navgîniya baweriyê, zagonê betal dikin? Haşa! Lê belê em zagonê tesdîq dikin. Niha, em ê li gor bedenê di derheqê bapîrê xwe Birahîm de bêjin çi? Ji ber ku ger Birahîm bona karên xwe yî qenc salih hatibe hesibandin, ji pesnvedanê heqê wî heye; lê belê ne li ber Xwedê. Ji ber ku Kitêb dibêje çi? Û Birahîm bawerî bi Xwedê anî û bi vî awayî pak bûyî hate hesibandin. Lê belê heqdestê ku tê dayîna xebatkaran ne kerem e, heq tê hesibandin. Lê yê ku naxebite, lê belê bawerî bi yê ku bêxwedan salih dihesibîne ve tîne, bi saya baweriya xwe pak bûyî tête hesibandin. Herweha Dawid jî, dilxweşiya zilamê ku, Xwedê wî bêlêker salih hesibandiye daxuyanî dike: Xwezî li kesên ku sûcên wan hatiye efû kirin û gunehên wan hatiye nuxumandin! Xwezî li wî zilamî ku, Xudan ji wî re guneh nahesibîne! Ma ev dilxweşî bona bisunetan e, an bona bêsunetan e jî? Em dibêjin ku: Birahîm bi saya baweriya xwe pak bûyî hate hesibandin. Ma çawa ji wî re hate hesibandin? dema bisunet bû, an jî dema bêsunet bû? Ne dema bisunet bû, lê belê dema bêsunet bû! Û gava ew hîn bêsunet bû, bi delîliya bêsunetî pak bûnê, nîşana sunetê girt; da ku, bila bibe bavê manewî yê heçî kesên hîn bi bêsunet bûnê baweriyê anîne û bila ew jî pakbûyî bên hesibandin! Û bi vî awayî bapîrê me Birahîm, bû bavê ew kesên ku, tenê bisunet bûnê nemane, lê belê dema ew bêsunet bû, yên bisunet bûna xwe li pey şopa baweriya wî dimeşin jî. Ji ber ku wada mêraskerbûnê dinê, ne bi navgîniya zagonê, lê belê bi navgîniya pakbûna ku ji baweriyê tê, ji Birahîm û nîjada wî re hate dayînê. Ji ber ku ger yên girêdayiyê zagonê mêrasker bin, bawerî vala û wad betal e. Ji ber ku zagon xezebê pêk tîne; lê belê li cîhê ku zagon tune be, li wê derê tecawuz jî tune. Ji ber vê yekê, bona ku li gor xêrê be, ji baweriyê ye; da ku, wad ji hemû nîjadê re, ne tenê ji yê ku ji zagonê ye re, mîna ku: Min te kir bavê gellek neteweyan, hatiye nivîsandin, bila bi yê ku ji baweriya bavê me hemûyan Birahîm e ve jî ewle bibe; ew Birahîmê ku, li ber Xwedayê ku miriyan divejîne û tiştên tune ne, mîna tiştên ku hebin gazî dike, bawerî anî. Dema ew di rewşeke bêhêvî de bû, bi hêviya ku dê bibe bavê gellek netewan bawerî anî. Bi soza ku: Dê nîjada te ûsa bibe, dibêje ewle bûbû! Û bedena xwe yî bi sed salî bûnê jixwe miriye û mirîbûna rehma Sara, di baweriyê de bi lawaz neketinê fikirî. Wî bê bawerî nekir û ji wada Xwedê şik nekir; lê belê di baweriyê de xurt bû û Xwedê bilind kir. Bi hemûyan ewle bû ku dê Xwedê bona wada xwe bîne cîh, şiyandar e. Ji ber vê yekê jî jê re pak bûyî hate hesibandin. Û ya ku bo wî hate hesibandin, ne tenê ji bo wî, lê belê ji bo yên ku dê pak bûyî bên hesibandin, yanê, bona me, yên bi yê ku Xudanê me Îsa, ji mirinê vejand bawerî anîne jî hate nivîsandin; ew bona sûcên me ji mirinê re hate dayînê û bona pakbûna me, hate vejandinê. Niha, em bi baweriyê ve salih hatine hesibandin, bi navgîniya Xudanê me Îsa Mesîh, bi Xwedê re aştiya me heye; em, bi navgîniya wî ve jî û bi baweriyê ve gîhaştin vê kerema ku em tê de pêdandî ne û bi hêviya gîhaştina bilindahiya Xwedê em pesnê xwe didin. Û tenê ne bi ewqasî, lê belê em heta bi tengasiyan jî pesnê xwe didin. Ji ber, em dizanin ku tengasî hêza berxwedanê, hêza berxwedanê ecibandinê û ecibandin jî hêviyê ava dike û hêvî jî naşermîne; ji ber ku bi navgîniya Ruhê Pîroz ku ji me re hatiye dayîn, hezkirina Xwedê rijiyaye dilê me. Ji ber ku gava em hîn bêçarebûn, Mesîh di dema ku hatibû hilbijartin de, bona bêxwedêyan mir. Ji ber ku kesekî bona mirovekî salih, zor dimire, lê belê dibe ku mirovek li dêvla yekî qenc mirinê bide ber çav. Lê belê Xwedê, ji me hezkirina xwe bi vêya îspat dike: Gava ku hîn em gunehkar bûn, Mesîh bona me mir. Niha, li gor em bi xwîna wî salih hatine hesibandin, hîn jî biryar e ku em ê bi navgîniya wî, ji xezebê xelas bibin! Ji ber ku ger em, dema neyar bûn, bi navgîniya mirina Lawê wî, bi Xwedê re li hev hatibin, hîn jî biryar e ku bi li hev hatinê, em ê bi jiyana wî xelas bibin! Û tenê ne ewqas e, lê belê bi navgîniya Xudanê me Îsa Mesîh, yê ku me niha li hev aniye, bi Xwedê re jî em pesin vedidin. Bo vê yekê, çawa ku guneh bi navgîniya mirovekî û mirin jî bi navgîniya gunehê ve ketibe dinê; bi vî awayî mirin jî derbasî hemû mirovan bû; ji ber ku hemûyan guneh kirin; – ji ber ku berî zagonê jî guneh di dinê de hebû; lê belê dema zagon tune be, guneh nayê hesibandin. Lê belê li gor şîb a destdirêjiya Ademê ku wekokê kesê dê bê ye, li ser yên ku guneh nekirine jî, ji Adem heta Mûsa mirin serweriyê dikir. Lê belê sûc çawa be, xelat jî wusa nîne; ji ber ku, ger bi sûcê yekî, gellek miribin, bo gellekan bi xêra Xwedê û zilamekî yanê bi xêra Îsa Mesîh bexşandin hîn jî zêde bû. Û bexşandin, ne mîna gunehên bi navgîniya kesekî ye; ji ber ku darazî bona ji sûcekê mehkûmiyetê; lê belê xelat, bona ji gellek sûcan pakbûnê çêbû. Ji ber ku, ger mirin bona sûcê yekî, bi navgîniya mirovekî serweriyê ajotibe, yên ku zêdeyiya kerem û bexşa safîbûnê girtine, bi yekî, yanê, bi navgîniya Îsa Mesîh ve di jiyanê de dê bi zêdeyî serweriyê bajon! – Niha, çawa ku sûcek li mehkûmiyeta hemû mirovan re rê vedike, kirinek rastîn jî pakbûna jiyanê dide hemû mirovan ava kir. Ji ber, çawa ku bi sedema bêîtaetî kirina mirovekî gellek kes gunehkar hate kirin, bi vî awayî bi îtaet kirina mirovekî jî gellek kes dê bêne salih kirin. Û zagon, bona ku sûc zêde bibe ket navendê; lê belê li cîhê ku guneh zêde bûye, kerem hîn jî zêde bûye; da ku, wekî guneh serweriya xwe bi mirinê ve dajo, kerem jî bila bi navgîniya Xudanê me Îsa Mesîh ve, bona dayîna jiyana bêdawî, bi pakbûnê serweriyê bajo. Ma niha em çi bibêjin? Bona ku kerem zêde bibe, ma em dûmahiya gunehkirinê bikin? Haşa! Em, yên ku li hember gunehan mirîne, êdî em ê çawa di wê de bijîn? An jî ma hûn nizanin ku, hemûyên ji me, yên di Mesîh Îsa de vaftîz bûne, di mirina wî de vaftîz bûne? Niha, em bi navgîniya vaftîzê ve bi wî re, ji mirinê re hatin binax kirin; da ku, Mesîh, çawa bi bilindiya Bavo ji mirinê ve vejiyabe, em jî bi vî awayî di nûbûna jiyanê de bimeşin. Ji ber ku ger em di mirinekî mîna ya wî de, bi wî re yek bûbin, di vejînekî mîna ya wî de jî em ê bi wî re bibin yek. Em vêya dizanin ku, êdî em ê ji gunehê re dîlitiyê mekin, bona ku bedena me yî gunehkar ji navendê rabe, mirovê me yî kevn jî bi wî re, hatiye xaçkirin. Ji ber ku kesekî bimire, ji gunehan ve hatiye azad kirin. Lê belê ger em bi Mesîh ve miribin, em bawer in ku em ê bi wî re jî bijîn; ji ber, em dizanin ku Mesîh ji mirinê ve vejiyaye û êdî namire, mirin êdî nikare serweriya xwe li ser wî bajo. Ji ber ku mirina wî di berdêla gunehan de bûye mirina pêşî û ya paşî; lê belê jiyana ku dajo, bona Xwedê dajo. Hûn jî bi vî awayî xwe li berya gunehan mirî û di Mesîh Îsa de, li berya Xwedê zindî bihesibînin. Niha, bila guneh di bedena we yî fanî de, bona ku hûn li gor şehwetên wê bikin, serweriyê neajo. Û endamên xwe nekin navgîniyê neheqiyê û pêşkêşî gunehê mekin; lê belê mîna kesên ku ji mirinê vejiyaye, xwe pêşkêşî Xwedê bikin û endamên xwe jî bi hacetên pakbûnê ve, pêşkêşî Xwedê bikin! Ji ber ku dê guneh nikaribe serweriyê li ser we bike; ji ber ku hûn ne di bin rêvebiriya zagonê de, lê belê di bin keremê de ne. Niha çi? Ji bona ku em ne di bin rêvebiriya zagonê de ne, lê belê em di bin keremê de ne, ma em gunehan bikin? Haşa! Mîna dîlên îtaetê, hûn ê xwe bidin destê kê, ma qey hûn nizanin ku hûn dîlên wî kesê ku îtaetê jê re dikin in? Hûn an dîlê gunehên dibe mirinê, an jî dîlê îtaetê ku dibe rastiyê ne. Lê belê şikir ji Xwedê re ku, mîna hûn qûlên gunehê bûn, lê li gor sûretê hînkariya ku hûn jê re hatine radest kirin we ji dil îtaet kir û ji gunehan hatin azad kirin û bûn qûlên rastiyê. Bona bêhêzbûna ezitiya we ya xweza, ez li gor pîvana mirovan diaxifim; we çawa endamên bedenên xwe bi dîlitî pêşkêşî bêexlaqiyê û bona xerabiyê ji xerabiyê re pêşkêş kiribin, niha van endamên xwe bona pîrozahiyê, bi dîlitî pêşkêşî rastiyê bikin. Ji ber ku hûn dema ku dîlên gunehê bûn, ji rastiyê azad bûn. Çi berhema wê demê, ji wan tiştên ku niha hûn ji wan şerm dikin, ji we re hebû? Ji ber ku dawiya wan mirin e! Lê belê niha, wekî ji gunehan bi azad kirinê û ji Xwedê re dîl bûnê bin, bona pîroziyê berhema we heye û dawiya wê jiyana bêdawî ye. Ji ber ku berdêla gunehê mirin e, lê belê xelata Xwedê, di Xudanê me Mesîh Îsa de jiyana bêdawî ye. An ma qey hûn nizanin ku, ya birano – ji ber ku ez ji yên zagonê dizanin re dibêjim – zagon, li ser mirovekî heta ku dema dijî serweriyê dike? Ji ber, mîna ku pîreka bi zewac, heta ku zilamê wê bijî, bi zagonê ve bi wî ve girêdayî ye; lê belê ger zilamê wê bimire, pîrek ji zagona zilam ve azad dibe. Niha ger wusa be, heta ku zilamê wê sax be, biçe mêrekî din, jê re zinêkir tête gotin; lê belê ger mêrê wê bimire, ji zagonê ve azad dibe, wusa ku, ger bi zilamekî din re bizewice, ne zinêkir e. Ji ber vê yekê, birayên min, bona ku em ji Xwedê re mêwe bînin; hûn jî bona yekî din, yanê, bona gîhaştina yê ji mirinê vejiyaye, bi navgîniya bedena Mesîh, ji zagonê re mirin. Ji ber ku dema em di cîsmaniyetê de bûn, azweriyên gunehê, yê bi navgîniya zagonê ne, di endamên me de bona ji mirinê re mêwe bîne, dixebitî. Lê belê niha, bi tiştê ku em pê ve hatine girtin wekî em miribin, ji zagonê ve azad bûn; da ku, em ne di kevnariya tîpê de, lê di nûtiya Ruh de qûlitî bikin. Wê demê em çi bibêjin? Ma qey zagon guneh e? Haşa! Lê belê navgîniya zagonê tunebûya, min ê bi gunehê ve nizanîba; ji ber ku ger zagonê negotiba: Çavbirçî mebe, min ê nizanîba çavbirçîtî çî ye. Lê belê guneh bi dîtina fersendê, bi navgîniya emrê, di min de bi her avayî çavnebarî ava kir; ji ber heta ku zagon tune be, guneh mirî ye. Û gava ku hîn zagon tunebû, ez zindî bûm; lê belê dema ku emir hat, guneh vejiya û ez mirim. Û emirê ku bona jîyanê bû, ji min re bû bona mirinê. Ji ber ku guneh, bi navgîniya emir fersendê dît, fenekiyê li min kir û bi navgîniya wê min kuşt. Ûsa ku, zagon pîroz e û emir pîroz û rast û qenc e. Ma niha, qey ya qenc ji min re bû mirin? Haşa! Lê belê da ku, bona guneh bi gunehî bê nas kirin, bi navgîniya ya qenc mirinê ji min re dianî; da ku, bona bi navgîniya emrê bila baş bê fêhm kirin ku guneh heta dereca dawîn bi gunehî ye. Ji ber, em dizanin ku, zagon ruhanî ye; lê belê ez bedenî me, mîna dîlekî di gunehê de hatime firotin. Ji ber ku ez bi kirina xwe nizanim; nikarim tiştê ku dixwazim bikar bînim, lê belê tiştê ku jê dikerihim, dikim. Lê belê ger ez tiştê ku naxwazim bikim, ez ê bi gotina zagon qenc e, bipejirînim. Wê gavê vêya êdî ne ez, gunehê ku di min de dimîne çêdike. Ji ber, ez dizanim ku, tiştekî qenc di min de, yanê, di ezitiya minî xweza de nîne; ji ber ku di min de bona çêkirina tiştekî qenc xwestin heye, lê belê hêz tune ye. Ji ber ku tiştê qenc yê ez dixwazim çêbikim, nakim, lê belê tiştê xerab yê ku ez naxwazim çêkim, dikim. Lê belê ger ez, tiştên ku naxwazim dikim bim, êdî ne ez, lê belê gunehê ku di min de dimîne wê dike. Ger wusa be, ez ê vê zagonê bibînim; dema ku ez dixwazim tiştên qenc bikim, ji bona min xerabî amade ye. Ji ber ku ji hebûna xwe yî hundirîn ve zewqê ji zagona Xwedê ve digirim; lê belê di endamên xwe de zagonekî din dibînim ku, li dijî zagona aqilê min şer dike û min dike bindestê zagona ku di endamên bedena min de ye. Ez çi mirovekî belengaz im! Ma kî yê min ji vê bedena ku dibe mirinê xelas bike? Ez bi navgîniya Xudanê me Îsa Mesîh ve, ji Xwedê re şikir dikim! Niha, bi vî awayî ez bi aqilê xwe ji zagona Xwedê re, lê belê bi bedenê ji zagona gunehê re qûlitî dikim. Bi vî awayî, niha ji kesên di Mesîh Îsa de ne re, êdî qet mehkûmiyetek nîne. Ji ber, zagona Ruhê ku jiyanê dide, di Mesîh Îsa de, min ji zagona guneh û mirinê ve azad kir. Ji ber ku Xwedê Lawê xwe di dirûvê bedena gunehê de û bona gunehê şand û gunehê di bedenê de mehkûm kir û tiştê ku zagon, bona ku ji ber bedenê lawaz e nikare bike, kir; da ku, xwestina zagonê ne li gor bedenê, di me de, di yên li gor Ruh ve dijîn de were cîh. Ji ber, yên ku li gor bedenê ne tiştên bedenê, lê belê yên ku li gor Ruh in tiştên Ruh difikirin. Ji ber ku ramanê li gor bedenê mirin e, lê belê ramanê li gor Ruh e jî jiyan û dilxweşî ye. Ji ber ku ramanê li gor bedenê, neyartiya li dijî Xwedê ye; ji ber ku ji zagona Xwedê re îtaet nake, him jî nikare bike û kesên di bedenê de ne, nikarin Xwedê xoşnûd bikin. Çi heye ku, ger Ruhê Xwedê di we de bijî, hûn ne di bedenê de, lê belê di Ruh de ne. Lê belê di kesekî de Ruhê Mesîh tune be, ew kes ne yê Mesîh e. Û ger Mesîh di we de be, beden ji ber gunehan mirî ye, lê belê ruh ji ber pakbûnê jîyan e. Lê belê ger Ruhê yê ku Îsa ji mirinê vejandiye di we de bimîne, yê ku Mesîh Îsa ji mirinê vejandiye, bi navgîniya Ruhê xwe yî di we de dimîne, dê bedenê we yî bi mirin bivejîne. Niha ger wusa be, ya birano, em li gor ji bo bedenê bijîn, ne deyndarê bedenê ne! Ji ber ku ger hûn li gor bedenê bijîn, hûn ê bimirin, lê belê ger hûn karên bedenê bi Ruh ve bikujin, hûn ê bijîn. Ji ber ku hemû kesên ku bi Ruhê Xwedê ve tên îdare kirin, lawên Xwedê ne. Ji ber ku we, dîsa ji bo tirsê ruhê dîlitiyê negirtin, lê belê we ruhê lawitiyê girtin û em bi wî ve: Abba, Bavo! bang dikin. Ruh bi xwe, bi ruhê me ve, şahdeyiyê dike ku em zarokên Xwedê ne. Û ger em zarok bin, di heman demê de mêrasker in jî; mêraskerên Xwedê û şirîkên mêraskerên Mesîh in; ger em di rastiyê de jî bi wî re elemê dikişînin, ev bona pev re jî bilindkirina me ye. Lewma ez dihesibînim ku ahênên vê demê, li ber bilindahiya ku dê ji me re bête kişif kirin, qet ne tiştek in. Ji ber ku xuluqandin, bi bêrîkirina mezin li benda derketina lawên Xwedê ya navendê ye. Ji ber ku xuluqandin ne bi daxwaziya xwe, lê bi sedema yê ku têkildar kiriye bi ya pûç ve hate têkildarkirin, lê belê hêvî heye ku dê xuluqandin bi xwe jî, ji qûlitiya fanî ve xelas bibe û bigihêje azadiya zarokên Xwedê ya bi rûmet. Ji ber, em dizanin ku heta niha hemû xuluqandin dinale û jana welidînê dikişîne. Û tenê ne ev, lê belê em bi xwe jî, yên xwediyê nûberê Ruh jî bi bêrî kirinê li benda girtina lawitiyê, yanê, xelaskirina bedenê xwe ne û di hundirê xwe de dinalin. Ji ber ku em bi hêviyê ve xelas bûn; lê belê hêviya ku xuya dibe, ne hêvî ye; ji ber, ma kî dikare tiştê ku dibîne hêvî bike? Lê belê ger me hêviya xwe li ya hîn me nedîtiye girê dabe, em ê bi sebir li benda wê bin. Û bi vî awayî, Ruh jî di bêhêzbûna me de alîkariyê bi me re dike; ji ber, em nizanin ku ka em ê çawa dua bikin, lê belê Ruh bi xwe bi axînên nayên gotinê ve ji bona me şefaetê dike. Û yê ku lêkolînan li dil dike, dizane ku fikrê Ruh çî ye; ji ber ku ew li gor xwestina Xwedê, bona pîrozan şefaetê dike. Û em dizanin ku hemû tişt, bi hev re, bona kesên ku ji Xwedê hez dikin, bona kesên ku li gor mirazê xwe hatine bang kirin re, bona qenciyê dişuxulin. Ji ber ku wî, kesên ji berê ve zanîbû, bona wergerîne mînakê Lawê xwe, ji berê ve hilbijartî ye; da ku, bila ew di nava gellek birayan de bibe yê pêşîn welidiye. Û wî, bangî kesên ku ji berê ve hilbijartiye kir û kesên ku bangî wan kiribû salih jî hesiband û kesên ku salih hesibandibû bilind jî kir. Niha, em ji vêya re bibêjin çi? Ger Xwedê li aliyê me be, kî dikare li dijî me be? Yê ku Lawê xwe ne parêst, lê belê wî di oxra me hemûyan de da mirinê, ma ew dê tevî wî jî, hemû tiştan çawa ji me re nebexşîne? Dê kî li dijî kesên ku Xwedê hilbijartiye gilî bike? Yê ku wan mafdar derdixe Xwedê ye; ma yê ku sûcdar bike, kî ye? Yê ku miriye û hîn zêde, vejiyaye Mesîh Îsa ye ku, li aliyê rastê Xwedê ye û bona me şefaetê dike! Ma kî dikare me ji hezkirina Mesîh ve veqetîne? Qey tengasî, an keser, an zilm, an birçîbûn, an tazîbûn, an xeterî, an jî şûr? Mîna ku hatiye nivîsandin: Em di oxra te de hemûya rojê tên kuştin, em mîna mîhên qesabî hatine hesibandin! Lê belê em bi navgîniya yê ku ji me hez dike, di vana hemûyan de ji kesê serketine jî jortir in. Ji ber, ez bawer im ku, ne mirin, ne jiyan, ne milyaketan, ne rêvebiriyan, ne tiştên dema niha, ne jî tiştên dema ku bê, ne qudretan, ne bilindahî, ne kûritî, ne jî tiştekî dinî hatiye afirandin, nikare ku me ji hezkirina Xwedê ya di Xudanê me Mesîh Îsa de ye veqetîne. Ez di Mesîh de rastiyê dibêjim, derewan nabêjim; ûcdanê min di Ruhê Pîroz de ji min re şahdeyiyê dike; di dilê min de keserek mezin, êşek bi dûmahî heye. Ji ber ku birayên min, min dixwest ku ez di oxra merivê xwe yî li gor bedenê de ji Mesîh ve bême qewirandin; ew Îsraêlî ne, lawitî û bilindahî û peyman û dayîna zagon û peristinê û wad yên wan in; kalik yên wan in û li gor bedenê Mesîh ji wan e; ew li ser hemûyan abadîn Xwedayê pîroz e! Amîn. Lê belê ev nabe ku gotina Xwedê vala derketiye. Ji ber ku yên ji Îsraêl in, hemû ne Îsraêl in. Ji ber ku ji nîjada Birahîm jî bin, hemû ne zarok in. Lê belê bi avahiya: Dê nîjada te bi Îshaq ve bidome, hatiye nivîsandin. Yanê, zarokên bedenê, ne zarokên Xwedê ne; lê belê zarokên wadê, nifşe têne hesibandin. Ji ber ku gotina wadê ev e: Ez ê di vê demsalê de werim û dê lawekî Sara çê bibe. Û tenê ne ev, lê belê dema Rebeka jî ji yekî, ji bapîrê me Îshaq ve bi ducanî mabû; ji ber, berî ku hîn zarok bûbûn û tiştên qenc an jî xerab bikin, ji Rebeka re hate gotin: Dê yê mezin, qûlitiyê ji yê biçûk re bike. Ûsa ku, armanca Xwedê ku di kirina vê hilbijartinê de ne li gor karan, lê belê bila li gor banga wî bidome; mîna ku hatiye nivîsandin: Ji Aqûp hez kirim, lê belê ji Esav kerihîm. Niha, em bibêjin çi? Ma Xwedê bêdadiyê dike? Haşa! Ji ber ku ji Mûsa re dibêje: Ez ê li yê ku dilovaniyê kirime re dilovaniyê bikim û yê ku ez li ber ketime, ez ê li ber bikevim. Niha, ger wusa be, ne ji yê ku dixwaze, ne ji yê ku baz dide, lê belê ji Xwedayê dilovan e. Ji ber ku Nivîsa Pîroz ji Fîrawûn re dibêje: A vay, bona ku qudreta xwe di te de xuya bikim û navê xwe li hemû rûyê erdê bidim bihîstin, min te bilind kir. Niha, bi vî awayî, ew dikare ji kî re bixwaze, dilovanî bike û ji kî re bixwaze, dikare dilê wî tund bike. Niha, tuyê ji min re bibêje: Wê çaxê ew çima hîn mirovan bisûc dibîne? Ji ber ku ma kî dikare li ber xwesteka wî bisekine? Na, lê belê ya mirov, ma tu kî ye ku, tu bersivê dide Xwedê? Yê ku şikil hatiye dayîn, ji yê ku şikil dayiye re qet dibêje: Te çima min wusa kir? An jî qey rayedariya kûzger tune ye ku, ji heriya wekhev qabekî bona karekî birûmet û qabekî jî bona karekî bêrûmet çê bike? Ger Xwedê bi xwestina xwe yî xezeba xwe xuya bike û hêza xwe bide nasîn, bi kesên dê bibe nîşana xezeba wî û helaq bibin, bi sebrekî mezin baldirêjî kiribe û ji kesên bona bilindkirinê ji berê ve amadeyî û dilovanî kiriye re, bona têgihandina dewlemendiya bilindiya xwe vêya kiribe, em çi bêjin? Ev mirovên ku tenê ne ji Cihûdan, ji neteweyên din jî bangî wan kiriye em in. Mîna ku ew di pirtûka Hoşeya de jî dibêje: Ez ê ji yê ne gelê min e re bibêjim gelê min, ji yê ne xoşewîst e re jî xoşewîst bibêjim. Û dê wusa bibe ku, yên li wî cîhê ku ji wan re hatiye gotin: Hûn ne gelê min in, li wê derê bi navê lawên Xwedayê zindî bên nav kirin. Û Îşaya di derheqê Îsraêl de bi vî awayî diqêre: Hejmara lawên Îsraêl qasî qûma behrê zêde be jî, tenê dê bermayiya wan xelas bibe. Ji ber ku Xudan dê karên darazdana li rûyê erdê zû çêke û biqedîne! Û mîna ku Îşaya ji berê ve gotiye: Ger Xudanê artêşan nîjadek ji me bajo ne parastiba, em ê mîna Sodom bibûna û wekhevê Gomora bibûna! Niha, em bibêjin çi? Neteweyên ku ne li pey pakbûnê diçûn, gîhaştin pakbûnê, pakbûna ji baweriyê ve tê; lê belê Îsraêla ku li pey zagonekî pakbûnê tîne çû, negîhaşt wê zagonê. Çima? Ji ber ku mîna ne bi baweriyê, lê belê bi karên qenc ve dibe, bona pakbûnê şuxulîn û di kevirê xijiyê de pelitîn; mîna ku hatiye nivîsandin: A vay, ez li Siyonê kevirekî xijiyê û latekê tilpekiyê datînim û yên ku baweriyê bi wî bînin, dê neşermin! Ya birano! Xwesteka dilê min û bergera min a di derheqê Îsraêlê de ji Xwedê re, bona xelasiya wan e. Ji ber ku ez şahdeyiyê li wan dikim ku, bona Xwedê xîreta wan heye, lê belê ne li gor zanyariyê ye. Ji ber ku wan, bi nezaniya rastiya Xwedê, bona pêdandî dayîna ya xwe xebitîn û bengî rastiya Xwedê nebûn. Ji ber ku bona her kesê ku bawerî aniye pak bibe, Mesîh dawiya zagonê ye. Ji ber ku Mûsa, di derheqê pakbûna ku ji zagonê ve tê de vana nivîsandiye: Mirovê ku van tiştan bîne cîh, dê bi navgîniya vana ve bijî. Lê belê pakbûna ku ji baweriyê ve tê ûsa dibêje: Di dilê xwe de: Dê kî here ezman? – yanê bona daxistina Mesîh – an jî: Dê kî dakeve warê miriyan – yanê bona ku Mesîh ji miriyan ve derxîne? – nebêje. Lê belê çi dibêje? Gotin nêzîkî te ye, di dev û dilê te de ye! A vay, gotina baweriyê ku em didin bihîstin ev e. Ji ber ku ger tu bi devê xwe bi eşkeretî bibêjî Îsa Xudan e û ji dilê xwe baweriyê bînî ku Xwedê wî ji mirinê vejandiye, tuyê xelas bibî. Ji ber ku mirov bi bawerkirina ji dil ve pak dibe û baweriya xwe bi devê xwe eşkere bêje jî xelas dibe. Ji ber ku Nivîsa Pîroz dibêje: Tu kesê bi wî re bawerî aniye, dê neyê şermezarî kirin! Ji ber ku cihêbûna Cihûd, an jî Grek nîne; ji ber ku eynî Xudan, yê hemûyan e; ji hemûyên li ber wî digerin re dewlemend e; ji ber: Her kesê ku bangî navê Xudan bike, dê xelas bibe. Lê belê dê çawa bangî kesê ku bawerî pê neanîne bikin? Ji kesê ku nebihîstine re, dê çawa bawer bikin? Ger yê ku waz bike tune be, dê çawa bibihîzin? Û ger neyên şandin, dê çawa wazê bidin? Mîna ku hatiye nivîsandin: Lingên kesên ku mizgîniya tiştên qenc didin, çi xweşik in! Lê belê hemûyan guhdariya Mizgîniyê nekirin. Ji ber ku Îşaya dibêje: Ya Xudan, ma kî bi nûçeya ku me da bawer bû? Ûsa tê ku, bawerî bi bihîstina gotinê û bihîstin bi navgîniya gotina Xwedê ve dibe. Lê belê ez dipirsim: Ma qey wan nebihîstin? Belê, bihîstin! Dengê wan gîhaşt hemûya rûyê erdê û gotinên wan jî gîhaştin çar hawirdorê erdê. Lê belê ez dipirsim: Ma Îsraêl fêhm nekir? Pêşiyê Mûsa dibêje: Ez ê we bi yên netew nebûne ve çavnebar bikim û bi netewek fêhmneker ve jî we hêrs bikim. Û Îşaya bi cesaret dibêje: Yên li min nedigeriyan min dîtin, min xwe nîşanî kesên ku min nedipirsîn da. Lê belê ew di derheqê Îsraêlê de dibêje: Min di hemûya rojê de, destê xwe, dirêjî gelekî bêîtaetiyê dike û li dijî disekine, kir! Niha ez dipirsim: Ma Xwedê gelê xwe red kir? Haşa! Ji ber ku ez jî Îsraêliyek ji nîjada Birahîm û ji eşîra Benyamîn im. Xwedê ji gelê xwe yî ji berê ve zanîbû rû nezivirand. Ya na hûn Nivîsa Pîroz, di birra derheqê Êlyas de çi dibêje û giliyê ku ew li dijî Îsraêlê li Xwedê dike, qey nizanin? Ya Xudan, peyxamberên te kuştin, pêşkêşgehên te xera kirin û tenê ez mam û bona kuştina min dişuxulin! Lê belê bersiva ku Xwedê da wî çi dibêje? Min heft hezar kesê li berya Baal çong neşikandine ji xwe re cihê kir. Mîna vêya di dema niha de jî, civakekî biçûk ya ji keremê ve hatiye bijartin heye. Lê belê ger ev bi keremê bûbe, êdî ne ji karan e; ya na dê kerem êdî ne kerem be! Dawî çî ye? Îsraêl, negîhişt tiştê ku lê digeriya, lê belê yên hatine bijartin gîhaştin û yên din hatin tund kirin; mîna ku hatiye nivîsandin: Xwedê ruhê xewariyê da wan; heta roja îro çavên ku nabînin û guhên ku nabihîzin da wan. Û Dawid dibêje: Bila sifra wan li wan bibe kemîn û feq û tilpekî û ceza. Bila çavên wan bona nedîtinê tarî bibe û pişta wan her dem xwar bike! Niha ez dipirsim: Ma ew bona xerabûnê lewitîn? Haşa! Lê belê bona behecandina wan, ji ber sûcên wan, xelasî ji netewan re hat. Û ger sûcê wan bûbe dewlemendiya dinê û xerabûna wan bûbe dewlemendiya netewan, dê temambûna wan hîn çiqas zêde dê bibe dewlemendî! Lê belê ji we re, ji yên neteweyan re dibêjim: Ji ber ku ez bûme şagirtê neteweyan, ez wezîfeya xwe bilind dihesibînim; bi vî awayî dibe ku ez kesên ji netewa xwe bibehicînim û ji wan hinekan xelas bikim. Ji ber ku, ger redbûna wan li hev hatina dinê ava kiribe, qebûl kirina wan, ji mirinê derbasî jiyanê bûn nebe, gelo çî ye? Û ger pariyê pêşîn pîroz be, hevîr jî û ger kok pîroz be, gulî jî pîroz in. Lê belê ger hinek gulî hatibin jêkirin û tu, mîna darê zeytûnê ya bejî, hatibe lûl kirin û bûbe şirîkê koka darê zeytûnê, ya qelew, li dijî guliyan pesnê xwe nede! Lê belê ger tu pesnê xwe dide, (ji bîr meke ku) tu rehê nakişîne, reh te dikeşîne! Niha, tuyê bibêjî: Bona ku ez lûl bibim guliyan jêkirin. Rast e! Ew ji bêbaweriya xwe hatin jêkirin û tu jî bi baweriya xwe li cîhê xwe sekiniye. Quretiyê meke, lê bitirse! Ji ber ku ger Xwedê guliyên esil neparastiye, dê te jî neparêze. Niha, li qencî û tundiya Xwedê binihêre; ew, li dijî kesên ketî tund e; lê belê ger tu di qenciya wî de bimîne, dê li dijî te qenc bibe; ya na tuyê jî bête jêkirin! Û ger ew jî di bêbawerbûnê de nedomînin, dê lûl bibin; ji ber, hêza Xwedê heye ku wan dîsa lûl bike. Ji ber ku ger tu, ji darê zeytûnê ya bejî ya di xwezaya xwe de bête jêkirin li dijî xwezaya xwe, li darekî zeytûnê ya qenc ve hatibe lûl kirin, ew ku, guliyên xweza ne, dê çiqas bi zêdeyî li darê xwe yî zeytûnê ve bêne lûl kirin! Ji ber ku, ya birano, bona ku hûn bi xwe û xwe nebin zana, ez naxwazim hûn ji vê razê ve bêhay bimînin: Heta ku hejmara kesên ji neteweyên din ên ku dê xelas bibin temam bibe, dilê beşekê Îsraêliyan tund bûye. Û bi vî awayî, dê hemûya Îsraêlê xelas bibe; mîna ku hatiye nivîsandin: Dê Xelasker ji Siyonê bê û bêxwedayiyê ji Aqûp ve bi dûr bixe. Û dema ku ez gunehên wan rakim; peymana ku ez bi wan re bikim ev e. Her çiqas ew li gor Mizgîniyê di oxra we de bûn dijmin, lê belê li gor bijartinê, di oxra kalikan de xoşewîst in. Ji ber ku bang û xelatên Xwedê paş ve nayên girtin. Ji ber çawa ku demekê we ji Xwedê re bawerî nedikirin, lê belê niha ji ber bi bêbaweriya wan hûn gîhaştin dilovaniyê; mîna vêya, niha vana jî bûn bêîtaetker, da ku, bi dilovaniya ku ji we re hatiye nîşan dayîn ew jî niha bigihêjin dilovaniyê. Ji ber, bona ku Xwedê ji hemûyan re dilovaniyê bike, hemûyan di nav bêîtaetîkirinê de girt. Ya kûritiya zanyarî û zanîn û dewlemendiya Xwedê! Daraziyên wî çiqas ku aqil nagihêje û rêyên wî çiqas nayên fêhm kirinê! Ji ber ku ma kî bi ramanên Xudan zanî? An jî kî bû şîretkirê wî? An jî kî tiştekî berê da wî ku û dîsa berdêlê jê re bê dayîn? Ji ber ku hemû tişt ji wî û bi navgîniya wî û bona wî ne. Bila bilindahî heta bêdawiyê ji wî re be! Amîn. Niha ya birano, ez bona dilovaniya Xwedê li ber we digerim ku hûn bedenên xwe mîna qurbanên zindî, pîrozî û wî xoşnûd kirî pêşkêşî Xwedê bikin; peristina we yî ruhanî ev e! Û li gor vê alemê mekin; lê belê bona ku hûn bizanibin viyana Xwedê, ya qenc, xweş û bêkêmasî çî ye, bi nûbûna ramanên xwe ve bêne guhertin. Ji ber, ez bi wê xêr a ku ji min re hatiye bexşandin ji her zilamê ku di nav we de ye re dibêjim, bila kes di derheqê xwe de ji hewcekirina fikirandinê zêdetir nefikire; lê belê her kes, bila li gor pîvana baweriya ku Xwedê dayiyê, bi eqlî selîm bifikire. Ji ber, mîna ku di bedenekê de gellek endamên me hene û karên hemû endaman ne wekhev e, em jî, yên ku gellek in, di Mesîh de yek beden in û endamên hev in. Û li gor xêra ku ji me re hatiye bexşandin, xelatên me yî ruhanî yên cihê hene; ger peyxamberî be, bila li gor pîvana baweriya xwe; ger xizmet be; bila di xizmetê de; ger yekî hînker be, bila di hînkirinê de be; an jî ger şîretker be, bila şîretan bide; yê ku bexşê dike, bila bi comerdî; yê ku rêvebirtî dike, bila bi xîretê; yê ku dilovaniyê dike, bila bi rûkenî bike! Bila hezkirina we, ne bi durûyî be! Ji xerabiyê bikerihin; bi qenciyê ve xwe girêdin! Di hezkirina biratiyê de ji hev û din bi dilovanî hez bikin; di hurmetê de yên din çêtir bibînin! Di xîretê de sist nebin; di Ruh de agirîn bibin; qûlitiyê ji Xudan re bikin! Bi hêviyê kêfxweş bibin; di tengasiyê de di ber xwe bidin; di duê de bi xîret bidomînin! Beşdarî motajiya pîrozan bikin; bala xwe bidin mêvan perweriyê! Bona kesê zilmê li we dikin, qenciyê bixwazin; qenciyê bixwazin û lanetê mekin! Bi kêfxweşan re kêfxweş bibin; bi kesên digirîn re bigirîn! Li dijî hev û din yekraman bin. Tiştên bilind nefikirin, lê belê hevaltiyê bi kesên biçûk tên dîtin re bikin. Ji cem xwe zane nebin! Li dijî xerabiyê ji tu kesî re xerabiyê mekin! Li ber çavên her kesî, bona çêkirina ya qenc, bala xwe bidin. Ger bibe, heta ku ji destê we tê, bi hemû mirovan re di nava aşitiyê de bijîn. Ya xoşewîstno, ji bo xwe tolê nestînin; lê belê cîh bidin xezeba Xwedê; ji ber ku hatiye nivîsandin: Xudan dibêje: Tol ya min e, ez ê berdêla wê bidim. Lê belê: Ger neyarê te birçî bûbe, wî têr bike; ger tî bûbe, avê bide wî. Ji ber ku bi çêkirina vana, tuyê pêtên agir li ser serê wî kom bikî. Nebe binketê xerabiyê, lê belê xerabiyê bi qenciyê bindest bike! Bila her kes, bengî rêvebiriya ku li ser xwe ye bibe; ji ber ku rêvebirtiya ne ji aliyê Xwedê be nîne û yên ku hene, ji aliyê Xwedê ve hatine sazûman kirin. Ji ber vê yekê, yên ku li dijî rêvebiriyê di berxwe bide, dibe ku li dijî ya Xwedê sazûman kiriye di berxwe bide û yên ku li dijî wê rabin, dê bên daraz kirin. Ji ber ku divê ne kesê ku qenciyê dikin, lê belê yê ku xerabiyê dikin ji rêvebirên xwe bitirsin. Û ma tu dixwazî ji rêvebiriyê ve netirsî? Yê qenc bike û tuyê pesnvedana wê qezenc bike. Ji ber ku ew, bona qenciya te di xizmeta Xwedê de ye. Lê belê ger tu yê xerab bikî, bitirse! Ji ber ku wî şûr bona bêfêdeyî li xwe bar nekiriye; ji ber ku ew xizmetkarê Xwedê ye, bona xezeba ji xerabiyê kirinan re tolhildankar e. Bo vê yekê, tenê ne bona xezebê, lê belê divê bona ûcdanê jî mirov bengî wê bibe. Ji ber ku sedema bacdana we jî ev e. Ji ber ku ew, xizmetkarên Xwedê yên bona vê armancê bi xîret dişuxulin in. Yê heqê wî li bacê heye bacê, yên heqê wî li bacgehê heye bacgehê, yên heqê wî li tirsê heye tirsê, yên heqê wî li birêziyê heye birêziyê, heqê her kesî bidinê. Xeynî ji hev û din hezkirinê pê ve, qet nebin deyndarê kesekî; ji ber ku yên ji kesên din hez dike, zagonê aniye cîh. Ji ber ku emirên: Zinê meke, mirov mekuje, diziyê meke, şahdeyiya derewîn meke; çav bernede malê kesekî din û xeynî wê çi emir hebe, ew jî di vê gotinê de bi kurtayî tê zimên: Ji cîranê xwe, mîna xwe hez bike! Hezkirin, xerabiyê bi cîranan ve nake; bo vê yekê hezkirin cîhanîna zagonê ye. Û (em ê) vêya bikin; ji ber, em demê dizanin ku, bi rastî ji bo me saeta ji xewê hişyarbûnê ye; ji ber ku niha xelasiya me, ji dema me bawerî anîbû hîn jî nêztir e. Şev pêş ve çû û roj nêzîk bûye; bo vê yekê em karê tariyê ji ser xwe bavêjin û çekên ronahiyê li xwe rapêçin! Em ne bi qeşmerî û serxweşî, ne bi bêexlaqiya cinsî û sefahetê, ne bi koşîn û çavnebariyê ve, lê belê mîna ku di ronahiya rojê de, jiyanek birêzî bajon; lê belê Xudan Îsa Mesîh li xwe bikin û bona şehwetan peydayiya bedenê nekin! Yê ku di baweriyê de lawaz e qebûl bikin; lê belê li ser fikrê wî, bi wî re nekevin guftegoyê. Yek bawer dike ku, ew kare her tiştî bixwe; lê belê li aliyê din yê ku lawaz e, tenê sewze dixwe. Yê ku dixwe, bila yê naxwe biçûk nebîne û yê ku naxwe, bila yê dixwe daraz meke; ji ber ku Xwedê ew qebûl kiriye. Ma tu kî ye ku, daraziyê li qûlê yekî din dikî? Yê ku qûl bi heq jî dike, bi sûc jî dike efendiyê wî bi xwe ye. Lê belê dê ew bi heq derkeve; ji ber hêza Xudan heye ku wî bi heq derxe. Hin kes ji rojekê re, ji rojên din ve zêdetir hurmetê dike û hin kes jî hurmetê ji her rojê re dike; bila her kes di dîtina xwe de qanih be! Yê ku giramiyê dide rojê, bona Xudan giramiyê dide û yê ku dixwe, bona Xudan dixwe, ji ber ku ji Xwedê re şikir dike û yê ku naxwe bona Xudan naxwe û ji Xwedê re şikir dike. Ji ber ku ji me tu kes bona xwe najî û tu kes bona xwe namire. Ji ber ku ger em bijîn, em ê bona Xudan bijîn û ger em bimirin, em ê bona Xudan bimirin; niha ger em bijîn jî, bimirin jî, yê Xudan in. Ji ber ku Mesîh bona vêya mir û dîsa vejiya, da ku, him bibe Xudanê miriyan û him jî yê zindiyan. Lê belê tu, çima tu birayê xwe daraz dikî? An tu, çima birayê xwe biçûk dibînî? Ji ber ku em ê hemû derkevin berya kursiya Xwedê ya darazdanê. Ji ber ku hatiye nivîsandin: Xudan dibêje: Bona heqê hebûna min, dê her çong li ber min bê xwarê û dê her ziman Xwedê qebûl bike. Bi vî awayî em her yek, di derheqê xwe de hisabê bidin Xwedê. Bona vêya êdî em hev û din daraz nekin; lê belê hîn jî zêde bona kevirekî tilpekiyê, an jî xijbûnê daneynin ser rêya birayê xwe bi biryar bin! Ez dizanim û di Xudan Îsa de bawer im ku; tu tişt bi xwe ne mindar e; lê bona kesê ku tiştekî mindar dihesibîne, ew tişt mindar e. Ji ber ku ger bona xwarinekî birayê te biêşe, êdî tu li gor hezkirinê nameşe. Yê ku Mesîh di oxra wî de miriye, bi xwarina xwe helaq meke! Bila di derheqê qenciya we de xerab neyê gotin. Ji ber ku Serweriya Xwedê ne pirsa xwarin û vexwarinê ye, lê belê rastî û dilxweşî û di Ruhê Pîroz de kêfxweşî ye. Ji ber ku yê di vê rêya de xizmetê ji Mesîh re dike, dê Xwedê xoşnûd bike û ecibandina mirovan bi dest bixe. Niha, bi vî awayî em xwe bidin karên ku dilxweşiyê ji me re tîne û me pêş ve dibe. Di oxra xwarinê de karê Xwedê xera meke! Her tişt paqij e, lê belê ji kesê ku bi tilpekîbûnê dixwe re xerab e. Goşt nexwarina te, xemr venexwarina te û tiştekî ku rê li tilpekîbûna birayê te, an jî bêarambûna wî yan jî lawazketina wî veke nekirina te, qenc e. Baweriya xwe yî di derheqê vê bûyerê de li berya Xwedê ji xwe re veşêre. Kesê bi tiştê ku tesdîq kiriye, xwe nede darazê çiqas dilgeş e! Lê belê kesê ku şubhe bigire û bixwe, dê bê daraz kirin; ji ber ku ji baweriyê nîne û her tiştê ku ji baweriyê nîne guneh e. Lê belê em, yên xurt, ne deyndarê xwe xoşnûd kirinê, lê deyndarê kişandina lawaziyên yê nexurtan in. Bila her yekê ji me, di oxra pêş ve birinê de, ji bo qenciyê cîranê xwe xoşnûd bike. Ji ber ku Mesîh jî xwe xoşnûd nekir; lê belê mîna ku hatiye nivîsandin: Ruswatiya kesên ku te ruswa dikin, daket ser min. Ji ber ku ji berê ve her çi hatiye nivîsandin, bona hînkirina me hate nivîsandin; da ku, bi sebir û xemrevîniyên Nivîsên Pîroz ve hêviya me hebe. Bila Xwedayê çavkaniya sebr û xemrevîniyê, we li gor xwestina Mesîh Îsa di fikrekê de bike yek; da ku, hûn pev re û bi devekî Xwedê û Bavê Xudanê me Îsa Mesîh bilintir bikin. Ji ber vê yekê, mîna ku Mesîh we qebûl kiriye, bona bilindahiya Xwedê hûn jî hev û din qebûl bikin! Lê belê ez dibêjim ku, Îsa Mesîh bona ewledarbûna Xwedê xuyanî bike, bû xizmetkarê bisunetiyê; da ku, bila sozên bi bapîran ve hatine dayîn rast bibin û neteweyên din, bona dilovaniya wî, Xwedê bilind bikin; mîna ku hatiye nivîsandin: Bo vê yekê, ez ê di nava netewan de ji te re hemd bikim û ji navê te re murxan bistirêm! Û dîsa dibêje: Ya neteweno, bi gelê wî re kêfxweş bibin! Û dîsa: Ya hemû neteweno, pesnê Xudan vedin! Û bila hemû gel, wî bilindtir bikin! Û dîsa Îşaya dibêje: Dê yekî ji reha Îşay bê û bona serweriyê li ser gelan bike; dê gel hêviya xwe bi wî ve girê bidin. Lê belê Xwedanê çavkaniya hêviyê, bona ku hûn bi hêza Ruhê Pîroz ve bi hêviyê ve tijî bibin, bila di baweriyê de we bi hemû kêfxweşî û aştiyê ve tijî bike! Ya birayên min; ez bi xwe jî di derheqê we de bawer im ku, hûn bi qenciyê û bi her zanînê ve hatine xemilandin û hûn di wî rewşê de ne ku dikarin şîretan bidin hev û din. Lê belê bi kerema Xwedê ku ji min re bexşandiye; min hîn zêde bi cesaretê ve nivîsandina çend nexşeyên ku bînim bîra we dît. Ev kerema jî, bona xizmetkarbûna min ya ji Mesîh Îsa re, ya ji neteweyên ku kahîntiyê ji Încîla Xwedê re dikin re ye; da ku, bila pêşkêş kirina neteweyan bi Ruhê Pîroz ve bête pîroz kirin û meqbûl be. Niha, di tiştên aidî Xwedê de di Mesîh Îsa de pesnahiya min heye. Ji ber ku bona îtaetkirina netewan, ez nawêrim ku bilî çêkirinên Mesîh, yê bi navgîniya min, bi gotin û lêkeran, bi hêza ku mûcîze û nuwazeyan diafirîne, bi hêza Ruhê Pîroz ve çêkiriye pê ve, qala tiştekî din bikim; ûsa ku, ji Orşelîmê dest pê kirim û heta herêma Îllîryayê bi gerê ve Mizgîniya Mesîh, li her derê ve bi temamî waz kirim. Û bi vî awayî bona ku li ser bingeha yekî din, ava nekim, min xîret kir ku Mizgîniyê, li cîhên navê Mesîh nehatiye gotin waz bikim. Lê belê mîna ku hatiye nivîsandin: Kesên di derheqê wî de xeber ji wan re nehatiye dayîn, dê bibînin û yên nebihîstine, dê fêhm bikin. Bo vê yekê jî pirr caran tengasî li ber hatina minî cem we çêkirin. Lê belê niha bona ku li van deran êdî tu karê ku ez çêkim nemaye û bi salan ve ye ku xwesteka min heye ez bêm cem we, dema ku ez biçim Îspanyayê, ez ê werim cem we jî; ji ber ku ez di wê hêviya de me ku, dema ez derbas bibim pêşiyê we bibînim û demekê bi hevaletiya we ve têr bibim, dawiyê jî ji aliyê we ve oxirê wê derê bibim. Lê belê niha bona ku ji pîrozan re xizmetekî bikim, diçim Orşelîmê. Ji ber ku yên li Makedonyayê û Ahayayê ne, li cîh dîtin ku alîkariyê bona xizanên di nava pîrozên li Orşelîmê de ne, bidin hev. Belê, li cîh dîtin û deyndarê wan in jî. Ji ber ku li gor, netewan şirîkê tiştên wanî ruhanî ne, deyndar in ku bi tiştên bûjenî jî xizmeta wan bibînin. Bi vî awayî li pey qedandina vî karî û alîkariya ku hatiye civandin bigehînim wan pê ve, ez ê serîkî li we bixim û pişt re herim Îspanyayê. Û dema ku ez bêm cem we, ez dizanim ku, ez ê bi tijîbûna bereketa Mesîh ve bêm. Ya birano, bona Xudanê me Îsa Mesîh û bona hezkirina Ruh, ez li ber we digerim, bona ku ez ji îtaetnekirên li Cihûdayê ne, xelas bibim û xizmeta min ya ji Orşelîmê re ye ji pîrozan re meqbûl be, di duayên xwe de bona min ji Xwedê re, tevî min cehd bikin! Da ku, bi xwestina Xwedê, di nava kêfxweşiyê de ez bêm cem we û bi hevaltiya we ez bi we re bêhna xwe bidim. Û bila Xwedanê dilxweşiyê bi we hemûyan re be! Amîn. Xizmetkara Dêra li Kenherê, xwuşka me Fîbî salixî we didim; mîna ku li pîrozan bê, wê bi navê Xudan qebûl bikin û ger di tiştekî de motajiyek wê ji we hebe, alîkariyê bi wê bikin; ji ber ku, wê jî alîkariya gellekan û ya min jî kiriye. Ji Prîska û Akvîla, yên di rêya Mesîh de hemkedên min in re silav bikin; wan di oxra canê min de jiyana xwe avêtin talûkê; bona vêya ne ez tenê, lê belê hemû Dêrên neteweyên din jî ji wan re spas dikin; ji Dêra ku di mala wan de ye re jî silav bikin! Ji yê ku nûberê Mesîh yê Asyayê ye, xoşewîstê min Epenetûs re silav bikin. Ji Meryema ku bona we zahf şuxuliye re silav bikin. Ji meriv û hevalên minî girtîgehê Andronîqûs û Yûnîas, yê di nava şagirtan de zahf hatine nas kirin û berî min bi Mesîh ve bawerî anîne re silav bikin. Di Xudan de xoşewîstê min, ji Ampliyatûs re silav bikin. Di Mesîh de hemkedê me ji Ûrbanûs re û ji xoşewîstê min Stakîs re silav bikin. Ji Apellîsê di Mesîh de hatiye ecibandin re silav bikin. Yên ji maliyên Arîstobûlûs in re silav bikin. Ji merivê min Hêrodiyon re silav bikin. Ji maliyê Narkîs yê ku aidî Xudan in re silav bikin. Ji Trîfêna û Trîfosa yê di Xudan de duşuxulin re silavê bikin. Ji Persîsê xoşewîst yê pirr di Xudan de şuxuliye re, silav bikin. Ji Rufûsê di Xudan de hatiye hilbijartin û ji diya wî ya ji min re jî diyêtî kiriye re silav bikin. Ji Asînkrîtûs, Flêgon, Hêrmes, Petrovas, Hêrmas û hemû birayên li cem wan in re silav bikin. Ji Fîlologûs û Yûlîa, ji Nêreyûs û xwuşka wî û ji Olîmpas û hemû pîrozên li cem wan in re silav bikin. Silavê, bi ramûsana pîroz ve bidin hev û din! Hemû Dêrên Mesîh, silavê li we dikin. Niha, ya birano, ez li ber we digerim, li kesên ku li dijbera hînkirina ku we girtiye radibin û dibin sedemê veqetandin û rêguhertinê balkêş bin û ji wan ve, li xwe miqate bibin! Ji ber ku kesên ûsa ne ji Xudanê me Mesîh re, lê belê ji zikê xwe re xizmetê dikin û dilê kesên saf bi gotinên xwe yî çaplûsî yên bi guhan ve xweş tê dixapînin. Ji ber ku îtaetkirina we gihaşt guhê her kesî. Bo vê yekê, ez ji bo we kêfxweş dibim; lê belê dixwazim ku di babeta qencîtiyê de hûn zaniyar û di babeta xerabiyê de bêceribandin bin. Û Xwedayê dilxweşiyê, pirr derbas nebe dê Îblîs di binya lingên we de bieciqîne. Bila kerema Xudanê me Îsa Mesîh bi we re be! Hemkedê min Tîmotêyos, ji merivên min Lûqyûs û Yason û Sosîpater silavê li we dikin. Yê ku nameyê derbasî nivîsê kiriye, ez Tertiyûs, di Xudan de ji we re silav dikim. Gayûsê ji min û ji hemûya Dêrê re mêvanperweriyê dike, silavê li we dike. Xeznedarê bajêr Êrastûs û birayê Kûartûs ji we re silav dikin. Bila xêra Xudanê me Îsa Mesîh bi we hemûyan re be! Amîn. Niha, li gor daxuyanî kirina raz a ku, li gor Mizgîniya min û li gor waza Mesîh Îsa, ji demên bêpêşî ve veşartî maye; lê belê niha eşkere bûye û li gor emrê Xwedayê bêpêşî bi navgîniya pirtûkên peyxamberan ve ji hemû neteweyan re, bona ku li ber baweriyê îtaetê bikin hatiye agihandin; ji Xwedayê alimê tekane ye re, yê bona pêdandina we şiyandar e, bila bi navgîniya Îsa Mesîh ve, abadîn bilindahî bibe! Amîn. Ji Pawlos, yê bi viyana Xwedê hatiye bang kirin ku bibe şagirtê Mesîh Îsa û ji birayê Sostênîs ve, ji yên ku bona pîrozkirinê hatine bang kirin û di Mesîh Îsa de hatine pîroz kirin re, yanê, ji Dêra Xwedê ya li Korîntê ye re û ji hemûyên ku navê Xudanê wan û yê me Îsa Mesîh, di her derê de bang dikin re: Bila ji bavê me Xwedê û Xudanê me Îsa Mesîh ve xêr û xweşî ji we re bibe! Ji ber kerema ku Xwedê di Îsa Mesîh de ji we re bexşandiye, ez her demî bona we, ji Xwedayê xwe re şikir dikim; ji ber, mîna ku şahdeyiya di derheqê Mesîh de di we de hate zeximandin, hûn di wî de û di her tiştî de, di her gotin û her zanînê de dewlemend bûn; ûsa ku, dema hûn li benda xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh in; di tu xelatekî xêrê de kêmasiya we nîne; ew jî, bona ku hûn di roja Xudanê me Îsa Mesîh de bêqisûr bin, dê we heta dawiyê bizexmîne. Xwedayê ku hûn ji aliyê wî ve bona şirîkantiya Lawê wî, Xudanê me Îsa Mesîh hatine bang kirin, dilsoz e. Lê belê ya birano, ez bi navê Xudanê me Îsa Mesîh ji we rica dikim ku, eynî tiştî bibêjin û bila di nav we de cihêtî tune be, lê belê di eynî raman û eynî reyî de bi yekîtî bin. Ji ber ku, birayên min, ez ji maliyên Kloî ve hîn bûm ku di nava we de koşînî hene. Û ez dixwazim vêya bibêjim ku, her yekî ji we dibêje: Ez alîgirtê Pawlos im! Û ez alîgirtê Apollos im! Û ez alîgirtê Kîfas im! Û ez alîgirtê Mesîh im! Ma Mesîh par bûye? Ma Pawlos bona we hate xaçkirin? An hûn bi navê Pawlos ve hatin vaftîz kirin? Ez ji Xwedê re şikir dikim ku, bona kes nebêje bi navê min hatiye vaftîz kirin ku min ji nava we, xeynî Kirîspo û Gayos kesî vaftîz nekiriye. Û wekî din jî min maliyên Steyfan vaftîz kir, xeynî vêya ez nizanim ku min kesek din vaftîz kiriye. Ji ber ku Mesîh min ne bona vaftîz kirinê, lê belê bona ku xaça Mesîh betal nebe, ne bi piştdana gotinên zaniyarî, bona waz kirina Mizgîniyê şand. Ji ber ku gotina xaçê, bona kesên helaq dibin bêaqiltî ye, lê belê bona me, yên ku xelas dibin hêza Xwedê ye. Ji ber ku hatiye nivîsandin: Ez ê zanîna zanyaran tune bikim û fêhmkariya fêhmkeran betal bikim. Ma zaniyar li ku ye? Ma alimê zagonê li ku ye? Guftegogerê bi huner yê dinê li ku ye? Ma Xwedê zaniyariya dinê venegerand bêaqiltiyê? Ji ber, madem ku dinyayê li gor zanyariya Xwedê, Xwedê bi zaniyariyê nas nekir, Xwedê jî bi xelaskirina bawerkiran, bi waz kirina ku bêvac hatiye hesibandin razî hat. Ji ber ku Cihûdan elametan dixwazin û Grekan li zaniyariyê digerin; lê belê em, Mesîhê ku hatiye xaçkirin waz didin; yê ji Cihûdan re rûreşiyek, ji neteweyan re bêeqiltî ye; lê belê Mesîh, bona kesên ku hatine bang kirin, dixwaze bila Cihûd bin, dixwaze jî Grek bin, hêza Xwedê û zanyariya Xwedê ye. Ji ber ku, bêvaciya Xwedê ji zaniyariya mirovan hîn jî bilindtir e û lawaziya Xwedê ji hêza mirovan hîn jî bi hêztir e. Lewma li banga xwe binihêrin, ya birano! Li gor bedenê yên gellekî zanyar, gellekî bihêz, gellekî bi esil nehatine bang kirin; lê belê Xwedê, bona zaniyaran bişermîne, tiştên ku dinyayê bêvac hesibandiye bijart û Xwedê bona yên bihêz bişermîne, tiştên dinyayê yên lawaz bijart. Û Xwedê, bona tiştên ku dinyayê girîng hesibandine daxîne tuneyiyê, yên ku dinyayê bêqîmet, bêesil û ne girîng dîtiye bijart; ûsa ku, bila tu mirov li berya Xwedê pesnê xwe nede. Lê belê hûn bi saya wî di Mesîh Îsa de ne; ew ku, ji aliyê Xwedê ve ji me re bû zaniyarî û rastî û pîrozî û xelasî; bo vê yekê, mîna ku hatiye nivîsandin: Yê pesnê xwe dide, bila bi Xudan ve pesnê xwe bide! Û ya birano, gava ez hatim cem we û danezana şahidiya Xwedê kirim, ez bi gotinên bi çalak û bi zaniyariyekî bilind nehatim. Ji ber, bona ku ez di nava we de xeyrî Îsa Mesîh û xaçkirina wî, tiştekî din nizanibim, bi biryarbûm. Û ez di nava we de di lawazî û tirsê de û di gellekî lerizandinê de bûm. Û gotina min û waza min, xwe ne spartibû gotinên qanihkir yên zaniyariya mirovî, lê belê xwe spartibû hêza Ruh ya îspatker; da ku, bila baweriya we ne li ser zaniyariya mirovî, lê belê li ser hêza Xwedê be. Lê belê em di nav yên gehîştine de hîkmetê dibêjin; lê ne hîkmeta vê dinê, ne jî serokên vê dinê yên ku dawiya wan tê ye; lê belê em di razê de qala zaniyariya Xwedê ya veşartî, ya ku Xwedê berî destpêka dinyayan, bona bilindahiya me pêşkêş kiriye, dikin; tu serokên vê dinê, bi wê nizanîbûn; ji ber ku ger wan bizanîbana, Xudanê bilindahiyê xaç nedikirin; lê belê mîna ku hatiye nivîsandin: Yê ku tu çav nedîtiye û tu guh nebihîstiye û neketiye dilê mirovan, yanê, hemû tiştên ku Xwedê bona hezkirê xwe amade kiriye. Lê belê Xwedê wana, bi navgîniya Ruh ve agahî me kir; ji ber ku Ruh hemû tiştan, heta ku ramanên Xwedê yên kûr jî dikole. Ji ber ku bi ramanên mirovan, di nava mirovan de ma xeynî ji ruhê ku di hundirê wî de ye qenctir kî dizane? Û bi vî awayî, bi ramanên Xwedê jî, xeynî Ruhê Xwedê kes nikare bizanibe. Lê belê me ne ruhê dinê, lê Ruhê ku ji Xwedê ve ye stendin; da ku, em tiştên ji aliyê Xwedê ve ji me re hatiye dayîn bizanibin. Em vana ne bi gotina ku hîkmeta mirovî dide hînkirin, lê bi gotina ku Ruh tiştên ruhanî bi gotinên ruhanî ve dineqşîne û dide hînkirin dibêjin. Lê belê mirovê xweza tiştên ku di derheqê Ruhê Xwedê de ye qebûl nake; ji ber ku vana ji wî re bêaqil tên û ew nikare wan fêhm bike; ji ber ku ji aliyê ruh ve têne daraz kirin. Lê belê mirovê ruhanî, hemû tiştan daraz dike; lê ew bi xwe ji aliyê tu kesî ve nayê daraz kirin. Ji ber ku, ma kî bi ramanên Xudan zanî ku, hînî wî bike? Lê belê ramanê Mesîh di me de ye. Ya birano, hêz neanîm ku, ji we re, mîna ku ji ruhaniyan re dibêjim, bibêjim; lê wekî ji cismaniyan re û di Mesîh de ji zarokan re bibêjim, gotim. Min şîr da we, ne xwarinên hişk; ji ber ku we hîn nikarîbûn xwarina hişk bixwarana û niha jî hûn nikarin bixwin; ji ber ku hûn hîn cismanî ne; ji ber, madem ku çavnebarî û keftûleftî di nava we de heye, ma hûn ne cismanî ne? Û ma hûn li gor mirov nameşin? Ji ber ku ger yek bibêje: Ez yê Pawlos im! Û yê din: Ez yê Apollos im! Ma hûn ne cismanî ne? Ji ber ku Apollos kî ye û Pawlos kî ye? Li gor ku Xudan daye her yekî, xizmetkarên ku we bi navgîniya wan baweriyê anîne ne. Min daçikland, Apollos av da; lê belê Xwedê mezin kir. Bi vî awayî ne yê çandî, ne jî yê avdayî tiştek nîn in, lê belê Xwedayê ku yê hatiye çandin mezin kiriye yî. Niha yê çandî û avdayî yek in; lê belê her yek dê mişeya xwe li gor keda xwe bistîne. Ji ber ku em kedkarên Xwedê ne û hûn jî zeviya Xwedê û xaniyê Xwedê ne. Min li gor xêra Xwedê, ya ku ji min re hatiye dayîn, mîna mîmarekî zaniyar, bingeh danî; kesên din jî li ser vê bingehê ava dikin. Lê belê bila her kes bala xwe bidinê ku ka çawa li ser wê ava dikin. Ji ber ku tu kes, xeynî bingeha hatiye danîn, yanê, xeynî Îsa Mesîh nikare bingehek din deyne. Lê belê ger kesek li ser vê bingehê bi zêr, zîv, kevirên biqîmet, dar, gîha, qamîş ava bike, dê karê her kesî eşkere bibe; dê roj wê bide xuya kirin; ji ber ku dê bi agir ve eşkere bibe; ka karê her yekî çi celeb e dê agir bi xwe bide îspat kirin. Ger karê yekî ku li ser wê ava kiriye bisekine, dê ew kes mişeyê bistîne. Ger karê yekî bişewite, dê ziyanê bike; lê belê ew bi xwe xelas bibe, lê dê bibe mîna ku di nava agir de derbas bûye. Ma qey hûn nizanin ku, hûn perestgeha Xwedê ne û Ruhê Xwedê di we de disekine? Ger kesek, perestgeha Xwedê xera bike, dê Xwedê wî xera bike; ji ber ku perestgeha Xwedê pîroz e û ew perestgeh hûn in. Bila tu kes xwe bi xwe nexapîne! Ger yekî di nava we de, xwe li gor pîvana vê dinê zaniyar bihesibîne, bila bona zaniyar bibe, bêaqil bibe! Ji ber ku zaniyariya vê dinê, di çavê Xwedê de bêaqilî ye; ji ber ku hatiye nivîsandin: Ew, zaniyaran di hîleyên wan de digire. Û dîsa: Xudan, valahiya ramanên zaniyaran dizane. Bo vê yekê bila tu kes, bi mirovan ve pesnê xwe nede; ji ber ku her tişt yê we ne: Divê Pawlos, an Apollos, an Kîfas, an dinya, an jiyan, an mirin, an dema niha, an jî ya ku bê, her tişt yê we ye; lê belê hûn yê Mesîh in, Mesîh jî yê Xwedê ye. Bi vî awayî, bila mirovan me xizmetkarê Mesîh û wekî keyayê hemrêzên Xwedê bihesibînin. Xeynî vêya, li vir tiştê ku ji keyayan tê xwestin, dilsoziya kesekî ye. Lê belê, ji aliyê we, an jî li aliyê dadgehekî mirovî ve daraz bûyîn, bona min tiştekî herî biçûk e; ez xwe bi xwe jî daraz nakim. Ji ber ku ez li dijî xwe tu tiştekî nizanim; lê belê ev min pak nake; lê yê ku min daraz dike Xudan e. Bi vî awayî, heta ku Xudan were, berî wexta wê ji tiştekî re daraziyê mekin; tiştên dizî yên tariyê ew dê ronî bike û ew dê mirazên dilan eşkere bike û wê demê dê pesnvedana her mirovî ji Xwedê be. Û ya birano, ji ber we, van tiştan ji xwe re û Apollos re bi kar anîm; da ku, hûn xeynî tiştên ku hatine nivîsandin fikrandinê ji me hîn bibin û bila tu kes, bona yekî, ji yê din re qurre nebe. Ji ber ku ma kî te cihê daniye? Û ma çiyî te heye ku te nestendiye? Û ger te stendiye, çima mîna yê ku nestendibe, pesnê xwe didî? Jixwe hûn hatin têr kirin, jixwe hûn dewlemend bûn; bêyî me we serweriyê ajotin! Û xwezîka we bi rastî jî serweriyê bajotina û me jî bi we re serweriyê bajotina! Ji ber, ez zen dikim ku, Xwedê, me şagirtan mîna mehkûmên mirinê, bi yên ji herî dawiyê tên li ber çavan raxist; ji ber ku him bona milyaketan, him jî bona mirovan, bona hemû kaînatê em bûn tiştekî ku bê temaşe kirin. Em bona Mesîh bêaqil in, lê belê hûn di Mesîh de baqil in! Em lawaz in, lê belê hûn xwurt in! Hûn kesên qedirbilind in, lê em kesên bêqîmet in! Heta vê saetê em birçîtî û tîbûniyê dikişînin û tazî ne û li me dixin û cîhekî me yî em pê bisitirin nîne û em bi destê xwe dixebitin û kedê didin; dema xebera ji me re didin, em qenciyê dixwazin; dema zilmê li me dikin, em sebir dikin; dema îftira li me dikin, em li ber digerin; heta niha em bûn gihûrê dinê û xeratokê her tiştî. Ez, ne bona we şermezar bikim, lê belê mîna zarokên xwe yî xoşewîst şîretan bikim, van tiştan dinivîsînim. Ji ber ku, ger di Mesîh de deh hezar hînkerê we hebin jî, gellek bavên we tunin; ji ber ku ez bi navgîniya Mizgîniyê ve di Mesîh Îsa de bûm bavê we. Niha, ez bona ku hûn min mînak bigirin, ji we rica dikim! Ji ber vê yekê, di Xudan de gedeyê xwe yî xoşewîst û dilsoz Tîmotêyos ji we re şandim; ew dê ji we re rêyên ku li her derê, li her Dêrê didim hîn kirin û di Mesîh de li pey diçim bîr bîne. Hin kesan dibêjin qey ez ê neyêm cem we, zimandirêjiyê dikin. Lê belê ger Xudan bixwaze, ez ê di nêzîk de werim cem we û wê demê ne gotinên wan zimandirêjan, lê belê ez ê bi hêza wan bizanibim. Ji ber ku Serweriya Xwedê ne di gotinan de, lê di hêzê de ye! Hûn çi dixwazin? Ma ez bi dar werim cem we, an bi hezkirin û ruhê nerm ve? Bi rastî di nava we de hebûna zinê tê bihîstin û zînayek ûsa ku di nava neteweyan de jî nayê dîtin; heta yekî jina bavê xwe girtiye! Û hûn, ji ber yê ku vî karî kiriye ji nav we nehatiye avêtin, ji bilî şînê bigirin, dinepixin. Ji ber ku ez bi bedenî windayî lê belê bi ruhî, bi amadebûnê ve, wekî ji zilamê ku vêya bi vî awayî bikar aniye amade bim, jixwe daraziyê dam; ev jî bi navê Xudanê me Îsa, ruhê we û min bi hêza Xudanê me Îsa, wekî civiyabin, bona ku beden helaq bibe vî zilamî bidin destê Îblîs; da ku, bila ruhê wî di roja Xudan Îsa de xelas bibe. Pesnvedana we ne qenc e! Ma qey hûn nizanin ku hinek havên, hemû hevîr tirş dike? Havêna kevin bimalin û bavêjin derve! Da ku, çawa hûn bê havên bin, hûn bibin hevîrek nû! Ji ber ku Mesîhê berxika me yî Fisihê jî hatiye qurban kirin. Bo vê yekê ne bi havêna kevin, ne jî bi havêna xerabî û girrî, lê belê bi nanê bêhavên yê ji dil û rastiyê ve cejnê bikin. Min di nameya xwe de bi kesên ku bêexlaqiyê dikin re hevaltiyê mekin nivîsand; bê şik min nexwest ku ez bibêjim bi bêexlaqên, an çavbirçiyên, an rêbirên, an jî senemperestên vê dinê ve; gava wusa ba, hûn hewcedarbûn ku ji vê dinê derketana! Lê belê kesekî bi biratî tête nasîn, ger bêexlaq, an çavbirçî, an senemperest, an kufirbaz, an serxweş, an jî rêbir be, bi wî re hevaltî nekirina we, bi kesekî ûsa re heta xwarinê jî nexwarina we, ez niha ji we re dinivîsînim. Ji ber, ma çi heqê min heye ku ez kesên li derve ne daraz bikim? Yên ku hûn jî daraz bikin, ma ne kesên ku di hundir de ne? Lê belê yên li derve ne, dê Xwedê daraz bike. Zilamê xerab ji nava xwe biqewirînin! Ma yekî ji we, yê ku doza wî li dijî yekî din heye, gelo diwêre ku ne li hizûra pîrozan, lê li hizûra bêbaweran bête daraz kirin? An jî; ma qey hûn nizanin ku yên pîroz dê dinê daraz bikin? Û ger dinya ji aliyê we ve bête daraz kirin, ma di daraziya tiştên herî biçûk de hûn bêyî şayanî ne? Dozên di derheqê vê jiyanê de li alîkî, ma qey hûn nizanin em ê heta milyaketan jî daraz bikin? Niha, divê ger hûn daraziyê li tiştên ku aidê vê jiyanê bikin, ma hûn ê yên di Dêrê de yên herî ne girîng ji darazkirinê re bidin rûniştin? Bona ku we bişermînim dibêjim: Ma qey di nav we de kesekî zana, yê di nav birayan de darazgeriyê bike tune ye? Lê belê bira dozê li bira vedike û ev jî di hizûra bêbaweran de! Bi rastî, doz hebûna we yî bi hev û din re jî ji we re bi tumî binketin e. Hîn jî bi zêdeyî çima hûn neheqiyê nakişînin? Hîn jî bi zêdeyî çima hûn mexdûr nabin? Lê belê hûn bi xwe neheqiyê dikin û xedariyê dikin; vêya jî ji birayan re. Ma qey hûn nizanin ku gunehkar nikarin Serweriya Xwedê mêras bigirin? Mexapin! Ne yên bêexlaqiyên cinsî dikin, ne senemperestan, ne zînakiran, ne qûlamparan, ne homoseksuelan, ne dizekan, ne çavbirçiyan, ne serxweşan, ne kufirbazan, ne jî rêbiran dê Serweriya Xwedê bi mêrasî bigirin. Û hinek ji we ûsa bûn; lê belê hûn hatin şuştin û hûn pîroz hatin danîn, hûn bi navê Xudan Îsa Mesîh û bi navgîniya Ruhê Xwedanê me ve hatin salih kirin! Ji min re her tişt serbest e, lê belê her tişt ne bi fêde ye! Ji min re her tişt serbest e, lê ez nakevim bin serweriya tiştekî! Xwarin bona mahdê û mahd jî bona xwarinê ye; lê belê dê Xwedê him wê û him jî wan ji navendê rake. Lê belê beden ne bona zinê, lê belê bona Xudan e; Xudan jî bona bedenê ye. Û Xwedê him Xudan vejand, dê him jî me bi qudreta xwe bivejîne. Ma hûn nizanin ku, bedenên we endamên Mesîh in? Qey ez endamên Mesîh rahêlim û bikim endamê fahîşekê? Haşa! An jî ma hûn nizanin yê ku tevî fahîşê dibe, bi wê re dibe bedenek? Ji ber ku dibêje: Dê her du bibin bedenek. Lê belê kesê ku bi Xudan ve bizeliqe, dê bi wî re bibe ruhek. Ji zinê ve bireve! Gunehên din yên ku mirov dikin, hemû di dervê bedenê ye, lê belê kesê ku zinê dike, li dijî bedena xwe guneh dike. An jî ma hûn nizanin ku, bedena we perestgeha Ruhê Pîroz ku we ji Xwedê girtiye û di hundirê we de ye û hûn ne aidî xwe ne? Ji ber ku bi berdêlê hûn hatin kirîn; bo vêya Xwedê di bedena xwe de bilind bikin! Niha em bên babetên ku we ji min re nivîsandine. Bona zilam, dê dest nedana pîrekê qenc e. Lê belê ji ber zinê, bila pîrekek ya her zilamî û zilamek ya her pîrekî hebe. Bila zilam mafê pîreka xwe û bi vî awayî pîrek jî mafê zilamê xwe bide. Li ser bedena xwe ne serweriya pîrekê, lê ya zilamê wê heye û bi vî awayî jî li ser bedena xwe ne serweriya zilam, lê ya pîreka wî heye. Xeynî dema duayê ku bi xwesteka her du alî çêdibe, hev û din mehrûm mekin û dîsa tevî hev bin, da ku, bila Îblîs, bona ku hûn bi xwe nikarin we nexapîne. Lê belê ez vêya ne mîna emrekî, mîna rêya li hevkirinê dibêjim. Ji ber, min dixwest ku hemû mirov wekî min bin; lê belê hinek ûsa, hinek wusa xelatek ruhanî ya ji Xwedê ve para her kesî heye. Lê belê ez ji yên nezewicîne re û ji pîrekên bî re dibêjim: Ger mîna min bimînin, ji bo wan qenctir e. Lê belê ger bi xwe nikaribin, bila bizewicin; ji ber ku zewac, ji şewata bi şehwetê ve qenctir e. Lê belê ji kesê zewicî re ne ez, lê Xudan emir dide: Bila pîrek ji zilamê xwe cuda nebe; (lê belê ger cuda bibe jî, bila bê mêr bimîne, an jî bila ew û zilamê xwe li hev bên) û bila zilam pîreka xwe bernede. Lê belê ji yê din re ne Xudan, ez dibêjim: Ger pîrekek birayekî baweriyê neaniye hebe û ger pîrek bi rûniştina tevî wî re razî bibe, bila ew dev ji wê bernede. Û ger zilamê pîrekekê baweriyê neaniye hebe û ew bi rûniştina tevî wê re razî bibe, bila ew dev ji zilamê xwe bernede. Ji ber ku zilamê bawerî neaniye, bi navgîniya pîreka xwe tê pîroz kirin û pîreka bawerî neanîye, bi navgîniya zilamê xwe tê pîroz kirin; an na zarokê we jî dê mindar bibûna; lê belê niha pîroz in. Lê belê yê baweriyê neaniye, ger cuda dibe, bila cuda bibe! Bira an jî xwuşk, ne di bin dîlitiyê de ne; lê belê Xwedê di nav aşîtiyê de bangî me kir. Ji ber ku, ya pîrek, ma tu çi dizanî ku tuyê zilamê xwe xelas bikî? An jî, ya zilam, ma tu çi dizanî ku tuyê pîreka xwe xelas bikî? Lê bila her kes, li gor rewşa ku Xudan ji wî re bijartiye, li gor banga ku ji Xwedê stendiye bijîn! Û di hemû Dêran de bi vî awayî temmî dikim. Dema mirovek bisunetî bû, lê hate bang kirin, bila bêsunet nebe; mirovek dema bêsunet bû, lê hate bang kirin, bila sunet nebe. Bisunetbûn ne tiştek e û bêsunetbûn ne tiştek e; lê belê bi girtina emirên Xwedê. Her kes di çi rewşê de hatiye bang kirin, bila di wê rewşê de bisekinin. Dema tu dîl bû bangî te kirin, xemgîn nebe! Lê belê ger tu dikaribî azad bibe, fersendê nerevîne! Ji ber kesê ku dema banga Xudan girt dîl bû, niha azadê Xudan e; yê bi azadî hatiye bangkirin jî dîlê Mesîh e. Hûn bi bihayê ve hatin stendin, ji mirovan re nebin dîl! Birano, her kes di çi rewşî de hatibe bang kirin, bila li berya Xwedê di wê rewşê de bisekine. Lê belê di derheqê keçikan de, ji Xudan ve emrê min nîne; lê belê mîna yekî liyaqî ewlekariyê bête dîtin, ji aliyê Xudan ve gîhaştiye dilovaniyê bim, ez rayê didim. Bi vî awayî, ez zen dikim ku, niha bona tengasiyan mirov mîna xwe bimîne çêtir e. Ma tu bi pîrekê ve girêdayiye? Li berdanê negere; ma tu ji pîrekê ve serbest bûyî? Li pîrekê negere. Lê belê ger tu bizewicî, nabe ku te guneh kiribe û ger keçikek bizewice, nabe ku guneh kiribe. Lê belê dê di bedenê de tengasiyên kesên ûsa çê bibin û ez dixwazim ku we ji van tengasiyan biparêzim. Ya birano, dixwazim vêya bibêjim: Dem teng bûye! Ji niha ve pêv, bila yên pîrekên wan hene, mîna tunebin û yên digirîn, mîna nagirîn û yên kêfê dikin, mîna ku nakin û yên distînin, mîna ku malê wan tunebin û yên ji dinê ve îstifade dikin, mîna, heta ku tu bibêje îstîfade nakin, bên xuya kirin; ji ber ku rewşa dinê ya niha derbas dibe. Lê belê dixwazim ku hûn bêxem bin. Zilamê ku nezewiciye, bi fikrandina Xudan çawa xoşnûd bike, bona karê Xudan xemê dikişîne; lê belê zilamê zewicî, bi fikrandina pîreka xwe çawa xoşnûd bike difikire, bona karê dinê xemê dikişîne û bi vî awayî dibe du parî. Pîrek an jî keçika nezewicî, bi armanca him bi bedenî, him jî bi ruhî pîroz bibe, bona karê Xudan xemê dikişîne; lê belê pîreka zewicî, bi fikrandina zilamê xwe çawa xoşnûd bike, difikire û bona karê dinê xemê dikişîne. Û ez vêya, ne ku fitrakê bavêjim ser we; lê belê hûn di rewşek ku li tê de bin û bila hişê we belav nebe û hûn bi Xudan ve girêdayî bimînin, bona qenciya we bi xwe dibêjim Lê belê ger kesek difikire ku neheqiyan li keça xwe kiriye, ger temenê keçikê derbas dibe û zewaca wê pêwist be, ew kes bila xwesteka xwe bike, keça xwe bizewicîne; nabe ku guneh kiribe. Lê belê yê ne di bin hewceyê de be, yê di dilê xwe de bi qirar û bikare xwesteka xwe bîne cîh, di dilê xwe de nezewicandina keça xwe qirar bike, dê baş bike. Û bi vî awayî yê ku keça xwe bizewicîne, dê qenc bike û yê nezewicîne, dê hîn jî qenc bike. Pîrekek heta ku zilamê wê bijî, bi zilamê xwe ve girêdayî ye; lê belê ger zilamê wê bimire, ew ji zewaca kesê bi dilê xwe dixwaze re serbest e; lê bila di Xudan de be! Lê belê ger ew mîna xwe bimîne, li gor fikrê min dê hîn jî dilxweş bibe û ez zen dikim ku Ruhê Xwedê di min de jî heye. Lê belê ger em bên goştê qurbanên ji pûtan re tên pêşkêşkirin, em vêya dizanin: Zanîna me hemûyan heye. Zanîn qure dike, lê belê hezkirin geş dike. Ger kesek dibêje qey ez tiştekî dizanim, hîn mîna ku divê bizanibe, nizane. Lê belê ger kesek ji Xwedê hez dike, ew kes ji aliyê wî ve tê zanîn. Niha, ger em bên xwarina goştên ku ji pûtan re tê pêşkêş kirin, em dizanin ku, pût li dinê tiştekî tune ye û ji yekê zêdetir Xwedê nîne. Ji ber ku ger yên divê li erdê be, an jî li ezman be, bi navê îlah tên bang kirin hebin jî – herweha gellek îlah û xudan hene – lê belê bo me tenê yek Xwedê Bavo heye; ew bingeha her tiştî ye û em bona wî ne û yek Xudan, Îsa Mesîh heye; her tişt bi navgîniya wî ne û em bi navgîniya wî ne. Lê belê di hemû mirovan de ev zanîn nîne; lê hin kes heta niha bi hînbûyîna pûtê ve, wekî tiştekî ku ji pûtê re hatiye qurban kirin dixwin û ji ber ku ûcdanên wan lawaz e, gemarî dibe. Lê belê xwarin me ber bi Xwedê nabe, ji ber ku ger em nexwin, tu kêmasiya me nabe, ger em bixwin jî, tu qezenca me nabe. Lê belê bala xwe bidinê ku, bila ev azadiya we, bi awayekî ji lawazan re nebe sedema xijbûnê! Ji ber ku ger kesek, te, yê ku xwediyê zanyariyê ye, di pûtxanê de li sifrê rûniştî bibîne, bona xwarina tiştên ku ji pûtan re hatine qurban kirinê, ger ew bi xwe lawaz be, ma dê ûcdanê wî cesaretê nestîne? Û bi vî awayî, ev zilamê lawaz, ew birayê ku Mesîh di oxra wî de miriye, bona zanîna te dê helaq bibe! Û bi vî awayî, li dijî birayan bi guneh kirinê û ûcdanê wanî lawaz birîndar kirinê, hûn ê li dijî Mesîh gunehê bikin. Ji ber vê yekê, ger xwarinek bibe sedema tilpekîbûna birayê min, bona ku ez birayê xwe tilpekî nekim, ez abadîn, tu carî goşt naxwim. Ma qey ez ne azad im? Ma qey ez ne şagirt im? Ma qey min Xudanê me Îsa nedîtiye? Ma hûn di Xudan de ne karê min in? Ger ez bona kesekî din ne şagirt jî bim, qet nebe, bona we şagirt im; ji ber ku hûn di Xudan de delîlên şagirtiya min in! Ji yê min dikşînin pirsiyariyê re parastina min ev e: Ma qey li xwarin û vexwarinê mafê me nîne? Ma mîna şagirtên din, birayên Xudan û Kîfas, mafê me nîne ku em pîrekekê bawermend bi xwe re bigerînin? An ma qey yê mecbûr in ku bişixulin tenê ez û Barnabas in? Ma kî bi mesrefa xwe leşkeriyê dike? Ma kî rezê diçîne û mêwê wê naxwe? An jî ma kî kerî diçêrîne û ji şîrê keriyê venaxwe? Gelo ez vana li gor dîtina mirovan dibêjim? An zagon jî van tiştana nabêje? Ji ber ku di zagona Mûsa de hatiye nivîsandin: Devê gayê ku cêrê dike girê nede. Gelo Xwedê piştgirtiya gayan dike? An jî, gelo ew bi rastî vana ji bo me dibêje? Belê, ji bona me hatiye nivîsandin; ji ber ku divê yê ku cotê dajo, bi hêvî bajo û yê ku cêrê dike jî divê bi hêviya şirîkantiya bênderê cêrê bike. Ger me tovên ruhanî di nava we de çandî be, qey em ji we bênderek bûjenî biçînin, ma tiştek mezin e? Ger mafê kesên din hebe ku ji we alîkariyê bistîne, qey mafê me hîn zêde tune ye? Lê belê me vî mafê xwe ji we nexwest; lê bona ku em ji Mizgîniya Mesîh re astengiyê dernexinin, em baldirêjiyê ji her tiştî re dikin. Ma qey hûn nizanin ku kesên ji tiştên pîroz re xizmetê dikin, ji perestgehê dixwin û yên li girûxanê dişuxulin jî ji girûxanê ve par distînin? Û bi vî awayî Xudan tayîn kir ku, yên Mizgîniyê bang dikin bila ji Mizgîniyê ve bijîn. Lê belê min qet yekî ji vana bikar neanî û bona ku ji min re wusa bête kirin jî, ez van tiştan nanivîsînim; ji ber ku ger yek pesnvedana min vala derxîne, ez bimirim ji bo min qenctir e! Lewma bona ku ez Mizgîniyê waz dikim, bona min pesnvedan nabe; ji ber ku ez di bin hewcedariyekê de me; ji ber ku ger ez Mizgîniyê waz nekim, wey li min! Ger ez Mizgîniyê bi xwestinê belav bikim, dê mişeya min hebe; lê belê ger ez bêxwestek belav bikim, tenê ez ê peywira ku ji min re hatiye emanetkirin bînim cih. Niha, mişeya min çî ye? Bona ku rayedariya xwe yî di Mizgîniyê de ye, bi zêdeçûyînê ve bi kar nînim, divê ez, dema Mizgîniyê waz dikim, bê berdêl Mizgîniyê pêşkêş bikim. Ji ber, dema ku ez ji her kesî azad bûm jî; bona ez hîn pirr kesî qezenc bikim, xwe ji her kesî re kirim dîl. Û bona ku ez Cihûdan bi dest bixim, ez bi Cihûdan re, mîna Cihûdekî mijûl bûm; ez bi xwe ne di bin zagonê de jî bûm, bona kesên di bin zagonê de bi dest bixim, bi wan re mîna ku ez jî di bin zagonê de bim mijûl bûm; ne kesekî xwediyê zagona Xwedê, bi kesekî di bin zagona Mesîh de bûna xwe, bona kesê ku ne xwediyê zagonê ne bi dest bixim, bi wan re mîna kesekî ne xwedî zagon be mijûl bûm. Bona bêhêzan bi dest bixim, bi bêhêzan re bêhêz bûm; bi her awayî bona ku hin kesî xelas bikim, bi her kesî re bûm her tişt. Û ez hemûyan bona Mizgîniyê çê dikim, da ku, ez di wê de pardar bim. Ma hûn nizanin ku, kesên di qada bazdanê de her wekî hemû baz didin, lê belê tenê yek kes xelatê digire? Ûsa baz bidin ku, bo hûn wê bi dest bixin! Her kesê ku bona pêşbaziyê dixebite, di her tiştî de nefsa xwe zeft dike. Ew, bona çelengekî fanî rahêjin, lê belê em bona ya ku ne fanî ye dikin. Niha, ez mîna kesekî bê biryar baz nadim, kulmika xwe mîna li hewayê bixim bi valahiyê navêjim; lê belê ez eziyetê didim bedena xwe û wê dikim dîl; da ku, piştî ji kesên din re wazê bikim, ez bi xwe nême qewirandin. Ji ber ku ya birano, ez naxwazim ji we re nenas bimîne ku bapîrên me hemû di bin ewr de hatine parastin û hemû ji behrê derbas bûne. Û hemû di ewr û behrê de û li ser Mûsa ve hatin vaftîz kirin. Û hemûyan eynî xwarina ruhanî xwarin û hemûyan eynî vexwarina ruhanî vexwarin; ji ber, ji latê ku ji pey wan ve dihat vexwarin û ew lat Mesîh bû. Lê belê Xwedê ji gellekên wan ne razî bû; bi vî awayî ew li çolê hatin raxistin. Û ev bûyeran, bona ku em mîna wan tiştên xerab nexwazin ji me re bibe ders çê bûn. Mîna hinek kesên ji wan, nebin pûtperest jî; mîna ku hatiye nivîsandin: Gel bona xwarin û vexwarinê rûniştin û rabûn û leyîstin. Û em zinê jî mekin; hinek kesên ji wan zîna kirin û bîst û sê hezar kesên wan di rojekê de ketin. Û em Xudan jî neceribînin; çawa ku hinekan ji wan ceribandin û ji aliyê maran ve hatin helaq kirin. Û gotegotê jî mekin; çawa ku hinekan ji wan gotegotê kirin û ji aliyê yê helaq dike ve hatin helaq kirin. Û ev bûyeran, bona ji kesên din re bibin ders hatin serê wan û bona me yên gîhaştine dawiya deman îkaz bike hatin nivîsandin. Ji bo vê yekê, yê ku dibêje qey ez li ser pêla me, bila xwe biparêze ku, nekeve! Hûn xeynî ceribandina ya ku mirovî ye, rastî yekî din nehatin; lê belê Xwedê dilsoz e, destûrê nade ku hûn ji hêza xwe zêdetir bên ceribandin; lê belê bona ku hûn di berxwe de bidin, bi ceribandinê re, dê rêya derketinê jî ji we re temîn bike. Ji ber vê yekê, xoşewîstên min, ji pûtperestiyê ve birevin! Ez mîna ku ji kesên aqilmend re bêjim, dibêjim; hûn ji gotinên min re daraziyê bikin! Ma kaseya pîroziyê, ya ku em pîroz dikin, ji xwîna Mesîh re ne parmendî ye? Ma nanê ku em dişkînin, ji bedena Mesîh re ne parmendî ye? Ji ber ku nan yek e, em jî bi pirrbûna xwe bedenek in; ji ber ku, em hemû nanekî par dikin. Li gor bedenê li Îsraêlê binihêrin! Ma yên ku goştên qurbanê dixwin ne pardarê girûxanê ne? Ango ez çi bibêjim? Ma taybetiyek qurbanê pût heye? An jî girîngiyek pût heye? Na, lê kesên pûtperest qurbanên xwe ne ji Xwedê re, ji cinan re pêşkêş dikin! Û ez naxwazim ku hûn bi cinan re bibin pardar. Hûn nikarin ji kaseya Xudan û ji kaseya cinan vexwin; hûn nikarin ji sifra Xwedê û ji sifra cinan re bibin pardar! An jî ma em bona çavnebariya Xudan dişuxulin? Ma qey em ji wî bihêztir in? Her tişt ji min re serbest e, lê belê her tişt ne bi fêde ye! Her tişt ji min re serbest e, lê belê her tişt ava nake! Bila her kes çavnêriyê ne li fêda xwe, lê belê li fêda kesên din bike. Her tiştên ku li sûka qesaban tê firotin, nekin pirsgirêka ûcdanî û bêpirs û sewal bixwin. Ji ber ku: Rûyê erdê û tijîbûna wê, yê Xudan in. Ger kesekî bêbawerî we bangî xwarinê bike û hûn jî bixwazin biçin, tu tiştekî nekin pirsgirêka ûcdanî û bê pirs û sewal her tiştê ku li ber we bête danîn bixwin. Lê belê ger yekî ji we re bibêje: Ev goştê qurbanê ye! him bona kesên vêya gotiye û him jî bona aramiya ûcdanê nexwin; ji ber ku rûyê erdê û tijîbûna wê yê Xudan in. Dixwazim bibêjim ku ne bona ûcdanê te, lê bona ûcdanê yên din; ji ber ku çima azadiya min ji aliyê ûcdanê kesên din ve bê daraz kirin? Ger ez bi şikir kirinê beşdarî wê bibim, ji tiştê ku min lê şikir kiriye, çima ez bêm pekandin? Bi kûrtî, hûn çi bixwin û vexwin, hûn çi bikin, her tiştî bona bilindahiya Xwedê bikin! Nebin sedema tilpekiya Cihûdan, an Grekan, an jî Dêra Xwedê; çawa ku ez jî ne li fêda xwe, bona ku xelas bibin li fêda gellek kesî digerim, di her tiştî de her kesî xoşnûd dikim. Mîna ku min Mesîh ji xwe re mînak girtiye, hûn jî min mînak bigirin! Niha, bona ku hûn di her tiştî de min di bîra xwe de tînin û mîna ku min radestî we kiriye, hûn bi hînkirinan ve digirin, ez pesnê we didim. Lê belê ez dixwazim hûn bizanibin ku, serê her zilamî Mesîh û serê pîrekê zilam û serê Mesîh Xwedê ye. Her zilamê ku serê xwe dixumîne, dua dike, an jî peyxambertî dike, serê xwe biçûk dixîne. Lê belê her pîreka ku ser vekirî dua dike, an jî peyxambertî dike, serê xwe biçûk dixîne; ji ber ku bi ser kur kirinê re yek û eynî tişt e! Ji ber ku ger pîrek xwe nexumîne, bila porê wê jî bête jêkirin; lê belê ger kurkirin, an jî por jêkirina pîrekê şerm be, bila serê xwe bixumîne. Divê zilam serê xwe nexumîne; ji ber ku zilam di mînakiya Xwedê de ye û bilindahiya Xwedê ye; lê belê pîrek bilindahiya zilam e. Ji ber ku zilam ne ji pîrekê, lê belê pîrek ji zilam e. Ji ber ku zilam jî ne ji bona pîrekê, lê belê pîrek ji bona zilam hate afirandin. Ji ber vêya ji ber sedema milyaketan pîrek, divê li ser serê xwe bibe xwediyê nîşana serweriyê. Tevî vêya, di Xudan de ne pîrek bê zilam, ne jî zilam bê pîrek e. Ji ber, mîna ku pîrek ji zilam ve afiriye, zilam jî bi navgîniya pîrekê ve dibe; lê belê her tişt ji Xwedê ye. Hûn bi xwe qirar bidin; ma bê nuxumandin dua kirina pîrekê ji Xwedê re li cîh e? Ma gelo xweza jî hînî we nake ku, pordirêjiya zilam bona wî bêhurmetî ye? Lê belê pordirêjiya pîrekê, ji wê re bilindahî ye; ji ber ku por, mîna rûberekî ji wê re hatiye dayîn. Lê belê ger kesek bixwaze ku têkeve keftûleftê, kevneşopek me yî ûsa nîne, ne jî ya Dêrên Xwedê heye. Lê belê ez bi temmî kirina vêya, pesnê ne bona ya hîn jî qenc, lê bona ya hîn jî xerab bicivin, nadim. Ji ber ku ya yekemîn, dema hûn di Dêrê de tên cem hev, ez dibihîzim ku di nava we de cihêtî hene û ez pariyek jî bi vêya bawer im. Ji ber, bona ku di nava we de yên meqbûl xuya bibin, divê di nava we de veqetandinan çê bibin! Niha, dema hûn li cîhekî dicivin, hûn bona beşbûna sifra Xudan nacivin; ji ber ku her yek, li benda yê din nasekine û xwarina xwe dixwe û hinek kes birçî dimînin, hinek kes jî serxweş dibin. Ma bo xwarin û vexwarinê malên we tune ye? An jî ma hûn Dêra Xwedê biçûk dibînin û dixwazin yên xwarina wan nîne bişermînin? Ma ez ji we re çi bibêjim? Ma ez pesnê we bidim? Di vêya de pesnê we nadim! Ji ber ya ku min radestî we kiriye, ji Xudan stendim; şeva ku Xudan Îsa dan dest, nan rahişt û piştî ku şikir kir, şikand û got: Bigirin, bixwin! Vêya bedena minî ya ji bo we tê şikestin e; vêya bona bîranîna min bikin! Mîna vêya paşî xwarinê kasê jî rahişt û got: Ev kaseya peymana nû ya di xwîna min de ye; dema ku her car we vexwar, bona bîranîna min vêya bikin! Ji ber, dema we her ku ji vî nanî xwar û ji vê kasê vexwar, heta ku ew bi xwe were, hûn bangewaziya mirina Xudan dikin. Bo vê yekê her kî ku bi şiklekî ne liyaq e nan bixwe, an jî ji kaseya Xudan ve vexwe, li dijî beden û xwîna Xudan sûcdar dibe. Lê belê bila mirov xwe bi xwe biceribîne û bi vî awayî nan bixwe û ji kasê vexwe. Ji ber ku yê dixwe û vedixwe, ger bedenê seh neke, dê li dijî xwe daraziyê bixwe û vexwe. Ji ber vê yekê gellekên ji we lawaz û nexweş in û gellek kes jî radikevin. Lê belê ger me xwe bi xwe daraz bikirana, em ne dihatin daraz kirin. Lê belê gava ku em bên darazkirin, bona ku em bi dinê re nebin mehkûm, Xudan me perwerde dike. Ji ber vê yekê, birayên min, dema hûn bona xwarinê hatin cem hev, li benda hev bin! Ger kesek birçî be, bila di mal de bixwe; da ku, hûn ji bona darazkirinê necivin. Û tiştên ku şunda mane, wexta ku ez bêm, ez ê wan çareser bikim. Ya birano, dema em bên xelatên ruhanî, ez naxwazim ku hûn di vê babetê de nezan bimînin. Hûn dizanin ku, dema hûn pûtperest bûn, bi vî awayî an jî bi wî awayî ji rê derketibûn û berê we dabûn peristina pûtê bêziman. Bo vê yekê ez dixwazim ku hûn vêya zanibin: Tu kesê ku bi navgîniya Ruhê Xwedê ve diaxife nabêje: Nalet li Îsa be! Û bêyî navgîniya Ruhê Pîroz jî tu kes nikare bibêje: Îsa Xudan e! Û xelatên ruhanî tewr bi tewr hene, lê belê eynî Ruh e. Û wezîfeyên tewr bi tewr hene, lê belê eynî Xudan e. Û karên tewr bi tewr hene, lê belê yê di her kesî de her tiştî dişixulîne eynî Xwedê ye. Lê belê bona qenciya hevpişka her kesî, hunerek Ruh eşkere bike, ji her kesî re tê dayîn. Ji ber ku bi navgîniya Ruh, ji yekî re hunera gotina peyvên zaniyarî û ji bona yekî din li gor eynî Ruhî hunera gotina peyvên zaneyî, ji yekî din re bi eynî Ruhî bawerî û ji yekî din re bi eynî Ruhî xelatên şîfayê û ji yekî din re hêza çêkirina kerametan û ji yekî din re peyxambertî kirin û ji yekî din re, ruhan ji hev veqetandin, ji yekî din re cûr be cûr zimanan û ji yekî din re jî hunera wergerandina zimanan dide. Lê belê yê ku vana hemûyan dişuxulîne yek û eynî Ruh e; ji her kesî re, li gor xwestina xwe cuda bi cuda belav dike. Ji ber mîna ku beden yek û endamên wê gellek in, herwekî hemû endamên bedenê gellek in, lê beden yek e; Mesîh jî ûsa ye. Ji ber ku dixwaze bila Cihûd be, dixwaze Grek, dixwaze dîl, dixwaze azad bibin, em hemû bona bûyîna bedenekî di eynî Ruhî de vaftîz bûn û ji me hemûyan re ji yek Ruhî ve dan vexwarin. Ji ber ku beden jî ne tenê ji endamekî, lê belê ji gellek endaman e. Ger ling bibêje: Ji ber ku ez ne dest im, ez ne aidê bedenê me! Ji ber vê yekê ma ew ne aidê bedenê ye? Û ger guh bibêje: Ji ber ku ez ne çav im, ez ne aidî bedenê me! Ji ber vê yekê ma ew ne aidê bedenê ye? Ger hemû beden çav ba, dê bihîstin li ku derê bimaya? Ger gişt guh ba, dê bêhnkirin li ku derê bimaya? Lê belê Xwedê, niha her endamên bedenê, li gor xwestina xwe di bedenê de bi cîh kiriye. Û ger hemû endamek biba, dê beden li ku derê bimaya? Lê belê niha endam gellek in, lê belê tenê bedenek heye. Û çav nikare ji dest re bibêje: Hewca min ji te nîne! An jî serî ji lingan re nikare bibêje: Hewca min ji we re nîne! Lê belê hîn jî bi zêdeyî, endamên bedenê yên hîn jî lawaz xuya dibin, pêwist in. Û em hîn zêde qîmetê didin endamên bedenê yên hîn jî qîmet kêm dihesibînin û endamên me yî bêrewnaq hîn jî birewnaq dibe; ji ber ku hewca endamên me yî birewnaq ji pûteyê nîne. Lê belê Xwedê hîn jî qîmet da yên qîmet kêm û di bedenê de yekitiyê bi dest xist; da ku, bila di bedenê de cihêtî çênebe, lê belê endaman bi wekhevî çavnêriyê li hev û din bikin. Û ger endamek êşê bikşîne, hemû endam pev re êşê dikşînin û ger endamek bê bilind kirin, hemû endam pev re kêfxweş dibin. Lê belê hûn bedena Mesîh û cuda cuda endamên wê ne. Û Xwedê di Dêrê de hinekan, pêşiyê şagirtan, bi duwemînî peyxamberan, bi sêwemînî mamosteyan, pişt re karên biqudret, pişt re xelatên şîfayê, alîkariyan, rêvebiriyan, celebên zimanan danî. Ma hemû şagirt in? Ma hemû peyxamber in? Ma hemû mamoste ne? Ma hemû dikarin karên biqudret bikin? Ma xelatên şîfayê, yên hemûyan hene? Ma hemû dikarin bi zimanan ve biaxifin? Ma hemû dikarin wergerînin? Lê belê hûn xelatên hîn jî serete bi xîret bixwazin. Û dîsa ez rêyek hîn qenc nîşanî we bidim. Ger ez bi zimanê mirovan û milyaketan biaxifim, lê belê hezkirina min tune be, ez ê bibim mîna sifira deng derdixe, an jî mîna zîla dikute. Ger peyxambertiya min hebe û hemû hemrêzan û hemû zanistiyan zanibim û ger hemû baweriya minî qasî çiyan ji cîh bihejîne hebe, lê belê hezkirina min tune be, ez tuneyiyek im. Û ger hemû malên xwe bi sedeqeyî belav bikim û ger bedena xwe bona şewitandinê bidim dest, lê belê hezkirina min tune be, tu fêda vêya ji min re nabe! Hezkirin pirr bisebr e û dilovan e; hezkirin çavnebariyê nake; hezkirin pesnê xwe nade, quretiyê nake; bi hovîtiyê nake, li menfaeta xwe nagere, hêrs nabe, xerabiyê bi bîr nayne; bi neheqiyê kêfxweş nabe, lê belê bi rastiyê ve dilxweş dibe; baldirêjiyê li her tiştî dike, bi her tiştî bawer dibe, her tiştî hêvî dike, ji her tiştî re sebir dike. Hezkirin tu carî dawî nabe; lê belê dê peyxambertî ji navendê rabin; dê ziman biqedin; zanîn ji navendê rabin. Ji ber ku em hindik dizanin, hindik peyxambertiyê dikin. Lê belê dema yê kamil bê, dê yên bisînor ji navendê rabin. Ez dema zarok bûm, mîna zarokan diaxifîm, mîna zarokan fêhm dikirim û mîna zarokan difikirîm; dema ez bûm zilamek, min dev ji van mijûliyên zarokayî berda. Ji ber ku em niha her tiştî mîna diyariyek nîvwindayî ya mirêkê dibînin, lê belê wê demê em ê rû bi rû bibînin; niha zanîna min bisînor e, lê belê wê demê mîna ku ez têm zanîn ez ê bizanibim. Lê niha, bawerî, hêvî, hezkirin dimînin û ji vana yê herî mezin hezkirin e. Li pey hezkirinê baz bidin; lê belê xelatên ruhanî, bi taybetî peyxambertî kirinê bi xîret ve bixwazin! Ji ber ku yê bi zimanan ve diaxife, ne ji mirovan re, lê ji Xwedê re diaxife; ji ber ku kes fêhm nake; lê ew bi ruh ve hemrazan dibêje. Lê belê yê peyxamberiyê dike, bona ava kirinê, teşwîq kirinê û xemrevînî, ji mirovan re diaxife. Yê ku bi ziman ve diaxife, xwe bi xwe ava dike; lê belê yê ku peyxamberiyê dike, Dêrê ava dike. Niha, ez dixwazim ku, hûn hemû bi zimanan ve biaxifin, lê belê hîn zêde dixwazim ku hûn peyxamberiyê bikin. Ji ber, heta ku ev zimanana bona Dêrê neyên wergerandin, kesê ku peyxamberiyê dike, ji kesên bi van zimanan ve diaxife mezintir e. Lê belê niha, ya birano, ger ez bi zimanan gotinê ve werim cem we û ger ez bi peyxamê, an bi zanînê, an bi peyxambertiyê, an jî bi hînkariyê ve ji we re nebêjim, dê çi qenciya min ji we re çê bibe? Heta tiştên bêcan yên mîna bilûr û çenkê dengên guhêrbar dernexin, kî fêhm dike ku bi bilûr û çenkê çi tê lêxistin? Ji ber ku ger borîjen jî dengekî nenas bide, ma kî ji şer re amade dibe? Mîna vêya, ger hûn jî bi zimanekî fêhmbar neaxifin, dê gotinên we çawa bêne fêhm kirin? Wê gavê axaftina we berhewa ye! Bê şik li dinê gellek tewr deng hene û yek jî ne bê mane ye. Niha, ger ez maneya deng fêhm nekim, ez ê ji bo yê ku diaxifî bibim xerîb û yê ku diaxife dê ji bo min bibe xerîb. Bi vî awayî, madem ku hûn jî ji xelatên ruhanî ve bixîret in, ji bona pêş ve birina Dêrê, li zêdebûna xwe bigerin. Ji bo vêya, kesê bi ziman ve diaxife, bila bona wergerîna gotinên xwe dua bike. Ji ber, dema ez bi ziman ve dua bikim, ruhê min dua dike, lê belê hişê min bê berdar e. Niha, divê çawa be? Ez ê bi ruh dua bikim û bi hiş jî dua bikim; bi ruh qesîda bibêjim û bi hiş jî qesîda bibêjim. Ger tu tenê bi ruh ve şikiryê bînî, yekî ji gel, ji ber ku gotina te fêhm nake, dê çawa ji dua şukranê ku te kiriye re: Amîn! bibêje? Ji ber, dibe ku tu qenc şikiryê bikî, lê belê yê din nayên ava kirin. Bona ez ji we hemûyan pirrtir bi zimanan ve diaxifim, ji Xwedê re şikir dikim. Lê belê heta ku ez di Dêrê de di zimanekî de deh hezar gotinî bibêjim, bona kesên din perwerde bikim di hişê xwe de axaftina pênc gotinî çêtir digirim. Birano, di fêhmkirinê de nebin zarok; lê di babeta xerabiyê de bibin mîna zarokan, lê belê di ramanên xwe de mîna kesên gîhaştî bibin. Di zagonê de hatiye nivîsandin: Xudan dibêje: Bi navgîniya kesên zimanê xerîb diaxifin û bi lêvê xerîban ez ê bangî vî gelî bikim û dê dîsa jî min guhdarî nekin! Ji ber vê yekê, axaftina bi zimanan ne bona bawermendan, lê bona bêbaweriyan nîşanek e; lê belê peyxambertî ne bona bêbaweriyan, lê bona bawermendan e. Ger niha hemûya Dêrê li cîhekî bên cem hev û dema hemû pev re bi zimanan ve biaxifin û yekî baweriyê neaniye, an jî yekî ji gel têkeve nava wan, dê nebêjin: Hûn har bûne? Lê belê ger dema hemû peyxamberiyê bikin û yekî bawerî neaniye, an jî yekî ji gel têkeve nava wan, bi her gotinên ku tê gotin dê bê qanih kirin û bê daraz kirin û dê ramanên dizî yên dilê wî bê eşkere kirin û bi vî awayî dê ew bibêje: Bi rastî jî Xwedê di nava we de ye û ser rû xwe bavêje erdê û ji Xwedê re peristinê bike. Niha çî ye, birano? Dema hûn dicivin, Zebûrek her yekî heye, hînkirina wî heye, peyxama wî heye, zimanê wî heye, wergera wî heye. Bila her tişt bona ava kirinê be! Ger kesek bixwaze bi zimanekî biaxife, bila dudu, an herî zêde sê kes bi dor biaxifin û yek jî bila yên tê gotin wergerîne. Lê belê ger werger tunebe, bila ew di Dêrê de bêdeng bimîne û di hundirê xwe de bi Xwedê re biaxife. Û bila du an jî sê peyxamber bibêjin û bila yên din daraziyê bikin. Lê belê ger peyxamek bê kesekî li wê derê rûniştiye, bila yê yekemîn bêdeng bisekine. Ji ber ku hûn hemû dikarin yek bi yek peyxamberiyê bikin, da ku, hemû hîn bibin û hemû bên teşwîq kirin. Û ruhên peyxamberan bengî peyxamberan in. Ji ber ku Xwedê ne yê tevliheviyê, lê Xwedanê dilxweşiyê ye; mîna di hemû Dêrên pîrozan de ûsa ye. Bila pîrekên we di Dêran de bê deng bimînin; ji ber ku ji axaftina wan re destûr nîne; mîna ku zagon jî dibêje, bila bengî bin. Û ger tiştekî ku bixwazin hîn bibin, bila li malê ji zilamê xwe bipirsin; ji ber ku di Dêrê de axaftina pîrekan şerm e. An ma gotina Xwedê ji we derket? An jî tenê gîhaştiye we? Ger kesek xwe peyxamber, an jî ji aliyê ruh ve gihaştî zanîbe, bila bizane ku yên min ji we re nivîsandiye emirên Xudan in. Lê belê ger kesek nezan be, bila nezan be! Ji ber vê yekê, birayên min, peyxambertî kirinê bi xîret bixwazin û nebin astengê axaftina bi zimanan. Lê belê bila her tişt bi rastî û bi rêzî bê çêkirin! Ya birano, dixwazim ku Mizgîniya min agahî we kir û we jî qebûl kir û pê ve dilsoz mane di bîra we de bînim; ger hûn bi gotina ku min ji we re mizgîn daye ve zexm bigirin, hûn ê bi navgîniya wê xelas bibin; dijberî wê divê we bi valahiyê bawerî anî be. Ji ber ku berî her tiştî yê ku min girt, têgihandim we: Ûsa ku, li gor Nivîsên Pîroz Mesîh, ji bona gunehên me mir û hate binerd kirin û li gor Nivîsên Pîroz, roja sisiyan vejiya û ew ji Kîfas re, pişt re ji Donzdehan re xuya bû. Dawiyê di carekî de xuyayî pênc sedî zêdetir birayan bû; gellekên wan hîn dijîn, lê belê hinekan jî mirin. Li pey vêya xuyayî Aqûp, pişt re ji hemû şagirtan re û dawîna dawîn xuyayî min, yê mîna zaroyê bê dem bûyiye jî bû. Ji ber ku ez herî biçûkê şagirta me; ez ne liyaq im ku bi şagirtiyê bême bang kirin; ji ber ku min tahdê li Dêra Xwedê kir. Lê belê ez her çi bim, bi kerema Xwedê ez ew im û kerema wî ya bona min bi valahiyê neçû; lê belê ji wan hemûyan zêdetir xebitîm; lê ne ez, tenê kerema Xwedê ya bi min re ye. Niha divê ez û divê ew, em wusa waz dikin û we wusa bawerî anî. Lê belê ger vejîna Mesîh ya ji mirinê tê waz kirin, çawa dibe ku hin kesên ji nava we dibêjin, vejîna miriyan tune? Lê belê ger vejîna miriyan tune be, Mesîh jî nevejiya ye! Û ger Mesîh nevejiya be, waza me vala, baweriya we jî vala ye! Û şahdeyiya me yî di derheqê Xwedê de jî dibe ku derew bibe; ji ber, me şahdeyiyê kirin ku Xwedê Mesîh ji mirinê ve vejand; ger bi rastî mirî nevejiyabin, dibe ku wî ew jî nevejandiye. Ji ber ku ger mirî navejin, Mesîh jî nevejiya ye. Û ger Mesîh nevejiya be, baweriya we vala ye; hûn hîn di nava gunehên xwe de ne. Li gor vêya yên bi aidbûnê Mesîh ve mirine jî helaq bûne. Ger tenê bona vê jiyana me hêviya xwe bi Mesîh ve girêda be, em ji her kesî zêdetir kesên belengaz in! Lê belê niha Mesîh, bi mînakbûna kesên miriye yê pêşîn ji mirinê ve vejiya ye. Ji ber ku li gor mirin bi navgîniya mirovekî hat, ji mirinê vejîn jî bi navgîniya mirovekî bû. Ji ber ku her kes çawa di Adem de dimire, bi vî awayî dê her kes di Mesîh de bigihêje jiyanê. Lê belê her kes dema dora wan bê dê bivejin: Mînaka pêşînbûnê Mesîh, dawiyê di hatina wî de yên aidî Mesîh in. Paşê, dema ew her rêvebiriyê û her hikumraniyê û her qudretê ji navendê rake, serweriyê bide Bavo Xwedê, dê dawî bibe. Ji ber, heta ku ew hemû neyarên wî li bin lingê wî raxe, divê ew serweriyê bajo. Dijminê herî dawiyê ji navendê bê rakirin mirin e. Ji ber ku: Hemû tiştan danî bin lingên wî. Lê belê dema bêje: Her tişt bengî wî hatine danîn, aşkere ye ku yê her tiştî bengî wî kiriye, bêhempa ye. Û dema her tişt bi wî ve bête bengî kirin, wê demê dê Law bengî yê ku her tiştî bengî wî kiriye, bibe; da ku, bila Xwedê di her tiştî de her tişt bibe. Ya na, dê yên bi navê miriyan vaftîz bûne çi bibin? Ger mirî tu carî nevejiyabin, mirovan çima bi navê miriyan vaftîz dibin? Û em bo çi xwe her demjmêrî davên talûkan? Ya birano, ji bona we bi heqê wê pesnvedana ku ez di Xudanê me Mesîh Îsa de xwediyê wê me, her roj dimirim! Ger li Efesê, bi mirovî, bi cenawiran re cengê kiribim, çi qenciya vêya ji min re heye? Ger mirî nevejin; em ê bixwin û vexwin, ji ber ku em ê sibê bimirin! Nexapin: Hevaliyên xerab xûyê qenc xera dikin! Bi rastî şiyar bibin û gunehan mekin! Ji ber ku di hinekan de zanîna Xwedê nîne; bona ku hûn bişermin ez vêya dibêjim. Lê belê yek dikare bibêje ku: Dê mirî çawa bivejin û dê bi bedenekî çawa bên? Ya bêaqil, heta ku tiştê te çandiye nemire, naveje! Û dema tu biçîne, tu reha ku bê nîne, tenê tovê wê, tovê genim an jî tovê riwekî din diçînî. Lê belê Xwedê li gor xwestina xwe bedenê dide wê û ji her tovê bedenek taybetî dide. Her goşt ne wekhev e; lê belê goştê mirovan tewrek û goştê heywanan tewrek û goştê masî û civîkan jî tewrek e. Bedenên semawî hene û bedenên dinyewî hene; lê belê rewnaqiya yên semawî tewrek û yên dinyewî tewrek e. Rewnaqiya rojê tewrek û rewnaqiya heyvê tewrek û rewnaqiya stêrkan tewrek e; ji ber ku di rewnaqiyê de stêrk ji stêrkê cihêtir e. Vejîna miriyan jî ûsa ye. Di rizandinê de tête çandin û di nerizandinê de tête vejandin; di bêhurmetiyê de tête çandin û di bilindahiyê de tête vejandin; di lawaziyê de tête çandin û di qudretê de tête vejandin; bi bedenekî xwezabûnê tê binerd kirin û bi bedenek ruhanî ve tê vejandin. Mîna ku bedena xweza heye, bedena ruhanî jî heye. Ûsa jî hatiye nivîsandin: Mirovê yekemîn Adem, bû canê ku dijî. Ademê dawîn bû ruhek divejîne. Lê belê pêşiyê ne yê ruhanî, lê yê xweza hat; yê ruhanî dawiyê hat. Mirovê pêşîn ji erdê, yanê ji axê ye; mirovê duwemîn Xudanê ji ezmana ye. Yê ji axê ve çawa be, yên ji axê ne jî ûsa ne û yê ezmanan çawa be, yên ezmanî jî ûsa ne. Û çawa ku me sûretê yê erdê kişandiye, em ê sûretê yê ezmanî jî bikişînin. Lê belê ya birano, ez vêya bibêjim, goşt û xwîn nikare Serweriya Xwedê bi mêrasî bigire; yên dirizên jî nikarin nerizandinê bi mêrasî bigirin. A vay, ez razekê ji we re dibêjim: Em ê gişt di xew de neçin, lê belê di dema borîjêna dawîn de, em ê hemû nişka ve, di çavşikanînkê de bêne guhertin; ji ber ku dê borîjên bê pifkirin û dê mirî bi nerizandinê ve bivejin û em ê bên guhertin. Ji ber ku divê ev ê dirize bêrizandinê û ev ê bimirinî jî bêmiriniyê li xwe ke. Lê belê dema ev yê ku dirize, nerizînê li xwe bike û ev yê ku dimire, bêmiriniyê li xwe bike, kelama ku hatiye nivîsandin dê wê çaxê bête cîh: Mirin di serfiraziyê de hate daqurtandin! a mirin, serfiraziya te li ku derê yî? Ya mirin, kelemê te li ku derê yî? Kelemê mirinê guneh e û hêza guneh zagon e. Lê belê bila ji Xwedê re şikir be, wî bi navgîniya Xudanê me Îsa Mesîh serfirazî daye me! Bo vê yekê birayên minî xoşewîst, bi zanîna ku keda we di Xudan de ne vala ye, pêdandî, bêhejîn û her tim di karê Xudan de li ser zêdebûnê bin! Niha dema em bên berhev kirina alîkariya ku dê ji pîrozan re bibe: Hûn jî vêya, çawa ku min ji Dêrên Galatiyan re temmî kiriye, wusa bikin. Her yekî ji we roja heftê ya yekemîn, bila li gor qezenca xwe hinek pere hilîne û bicivîne; da ku, dema ez bêm, bila wê gavê berhevkirin nebin. Û dema ez bêm wir, bona bexşandinê we bibe, kesên ku hûn munasib dibînin, ez ê wan tevî nameyan bişînim Orşelîmê. Û ger çûna min jî hewce bike, ew dê bi min re biçin. Lê belê gava ji Makêdonê ve derbas bûm pêv, ez ê bêm cem we; ji ber ku di Makêdonê de derbas dibim. Lê belê divê ez li cem we bimînim, an jî zivistanê biborînim; da ku, ez her bi ku ve biçim, hûn min bişînin. Ji ber ku ez naxwazim we ûsa bi kurtayî bibînim û derbas bibim; lê ger destûra Xudan bibe, ez hêvî dikim ku ez ê demekî li cem we bimînim. Lê belê heta Pêntîkostê ez ê li Efesê bimînim; ji ber ku ji min re deriyekî mezin û bi tevgerê ve tijî vebû û yên ku li dijî disekinin zehf in. Û ger dema Tîmotêyos were, bala xwe bidinê ku bila ew li cem we, bi bêtirsî bimîne; ji ber ku ew jî mîna min karê Xudan dike. Bila kes wî xor nebîne! Lê belê bona bête cem min, wî bi dilxweşiyê ve bi rê bikin; ji ber ku ez tevî birayan li benda hatina wî me. Dema em bên birayê me Apollos, bona bi birayan ve bê cem we min gellek rica ji wî re kir û niha ji hatinê re qet xwastina wî tune; lê belê dema fersendekî bi cîh bibîne, dê were. Hişyar bimînin, di baweriyê de pêdandî bin, bi mêranî bin! Bila her tiştên we bi hezkirinê ve bibe! Hûn bi maliyên Stêfanosê Ahayayê nûber e û bona xizmeta ji pîrozan re xwe tirxan kirine ve dizanin; ya birano, ez li ber we digerim, bengî yê mîna viya û hemûyên bi vana re dişuxulin û kedê didin bin. Û ez bi hatina Stêfanos û Fortunatos û Ahaykûs ve kêfxweş dibim; ji ber ku tuneyiya we vana ji bîra min birin. Ji ber ku aramiyê dan ruhê min û yên we; ji ber vê yekê yên mîna vana binasin! Dêrên Asyayê silavê li we dikin. Akvîla û Prîska, bi Dêra ku li mala wan dicive, ji we re di Xudan de gellek silavan dikin. Hemû bira ji we re silav dikin. Ji hev û din re bi ramûsana pîroz ve silav bikin! Bi destê xwe, silava min, Pawlos. Ger kesek ji Xudan hez neke, bila bi nalet bibe! Maranata! Bila xêra Xudan Îsa bi we re be! Bila hezkirina min di Mesîh Îsa de bi we hemûyan re be! Amîn. Pawlosê ku bi viyana Xwedê ve şagirtê Mesîh Îsa û birayê Tîmotêyos, ji hemû pîrozên li her aliyê Ahayayê ne û Dêra Xwedê, ya li Korîntêye re: Bila ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh ve kerem û dilxweşî ji we re be! Bila ji Xwedayê ku bingeha her tewr xemrevîniyê ye, ji Bavê bi dilovanî, ji Xwedê û Bavê Xudanê me Îsa Mesîh re pesnahî be! Bona bi xemrevîniya ku me ji wî ve stendiye em kesên di her tewr tengasiyê de ne xemrevîniyê bikin, me di hemû tengasiyê me de xewrevîn dike. Ji ber ku em çawa keserên Mesîh bi pirranî dikişînin, bi navgîniya Mesîh xemrevîniya me jî ûsa zêde dibe. Lê belê ger em tengasiyê dikişînin, ev bona xemrevînî û xelasiya we ye û ger em bêne xemrevînîkirin, ev bona kiryarê xemrevîna we ya di baldirêjiya eynî keserên ku em dikişînin de ye. Hêviya me yî bona we nalerize; ji ber em dizanin ku: Mîna hûn dibin şirîkên keserên me, hûn ê şirîkê xemrevînên me jî bin. Ji ber ku ya birano, em naxwazin hûn ji tengasiyên ku me li Asyayê kişandine, bêhay bin; em di binê barekî ku zêdeyî quweta hilgirtina me de bûn; heta ku, hêviya me yî jiyanê jî nema bû; lê belê, banga mirina me jixwe di me de bû; da ku, em ne bi xwe, lê bi Xwedanê ku miriyan divejîne hêvî bikin; Wî me ji xetera mirineke ev qasî mezin xelas kirin û dê hîn jî xelas bike; bona ku ew ê me dîsa xelas bike, hêviya me ji wî heye; hûn jî bi duayên xwe ji me re bi alîkarî kirine ve; wusa ku, bona keremiya ku bi navgîniya gellek kesî bona me ne, ji ber me, ji aliyê gellek kesan jî bila spasî bête peşkeş kirin. Ji ber ku pesin dayîna me ev e, yanê, li dinê û bi zêdeyî li dijî we pîrozî û safîbûna Xwedê, ne bi zanyariya cismanî, lê belê şahdeyiya ûcdanê me ye ku em bi xêra Xwedê di tevgerê de ne. Ji ber ku xeynî tiştên ku hûn dixwînin, an jî nas dikin, em tiştekî din nanivîsînin; lê belê mîna ku we me heta derecekê fêhm kirine, ez hêvîdar im ku hûn me bi tûmî nas bikin; ûsa ku, di roja Xudanê me Îsa de mîna ku pesnahiya me hûn in, em jî bibin pesnahiya we. Û bi vê ewlebûnê, bona ku hûn bigihêjin nîmeta duwemîn ez di nêta ku, pêşiyê werim cem we û ji we derbasî Makêdonyayê bibim û dîsa ji Makêdonyayê bêm cem we û ji aliyê we ve bi Cihûstanê ve bême şandin de bûm. Niha dema min vêya nêt kir, gelo min sivikî kir? An jî bona ku bi min re belê belê û na na bibe, gelo tiştên ku nêt lê anîme, li gor bedenê nêt kirim? Lê belê Xwedê ewledar e ku, gotina ku me têgihandiye we, erê û na nîne! Ji ber ku di nav we de Lawê Xwedê Îsa Mesîh ê ku bi navgîniya me, bi navgîniya min û Sîlvanos û Tîmotêyos ve hatiye waz kirin, nebû erê û na; lê belê di wî de erê bû. Ji ber ku çiqas wadên Xwedê hebe, erêyên wan di wî de ne; ji ber vê yekê, bi navgîniya me bona bilindahiya Xwedê, Amîn jî bi navgîniya wî ye! Û yê ku me bi we re di Mesîh de zeximandiye û yê ku me mesh kiriye Xwedê ye. Û wî me mor kir û bona ewledariyê Ruh da dilên me. Lê belê ez Xwedê bo canê xwe şahde digirim ku, sedema dîsa nehatina minî Korîntê parastina we bû. Em naxwazin ku bibin serwerê baweriya we; lê belê em alîkarên kêfxweşiya we ne; ji ber ku hûn di baweriyê de pêdandî disekinin. Lê belê min biryar da ku ez ê dîsa bi keser neyêm cem we. Ji ber ku ger ez we bikesirînim, xeynî hûn ên ku min wan kesirandiye, dê kî bimîne ku min kêfxweş bike? Û min vêya eynî ûsa nivîsand ku dema ez bêm, yên ku min kêfxweş bikin, bila min nekesirînin; ji bo kêfxweşiya min, kêfxweşiya we hemûyan e, baweriya min bi we hemûyan re heye. Ji ber, ne bona ku hûn bikesirin, lê bona ku hûn hezkirina minî mezin ji bo we heye bizanibin, bi tengasiyek mezin û di nava êşa dil de, bi gellek hêstirên çavan ji we re nivîsandim. Lê belê ger kesekî keserê dabe, ne ji min re, lê – ji bo ku ez fîşal nekim –, heta dereceyekê keserê da we hemûyan. Ji yekî ûsa re, ev cezaya ku ji aliyê pirraniyê ve ye, bes e; bona ku bi kesera zêde nekeve, divê hûn wî efû bikin û xemrevîniyê ji wî re bikin. Ji ber vê yekê ez rica dikim ku hûn hezkirina xwe ji wî re nû bikin. Ji ber ku, bi gotina, hela ka hûn di her rewşê de îtaetkar in, ez bi eyarê we bizanibim, nivîsandim. Lê belê hûn ji kê re tiştekî bibexşînin, ez ê jî; ji ber ku ger min tiştekî bexşandibe, min wê jî bona we, di hafa Mesîh de bexşand; da ku, em ji aliyê Îblîs ve neyên mexdûr kirin; ji ber ku em ji dek û dolavên wî ne bêhay in. Û dema ez ji bona Mizgîniya Mesîh hatim Troasê û di Xudan de deriyek ji min re vebûbû, ji ber ku min birayê xwe Tîtûs nedît, di ruhê min de aramiya min tunebû; lê belê min xatir ji wan xwest û çûm Makêdonyayê. Lê belê, bila ji Xwedayê ku me her tim di koma serkeftina Mesîh de dide meşandinê û bêhna nas kirina xwe yî di her derê de bi navgîniya me belav dike re şikirî bibe! Ji ber ku em di yên xelas dibin de û di yên helaq dibin de, bona Xwedê bêhna Mesîh ya xweşik in; bona vana bêhna mirinê ya ku dibe mirinê ne û bona wana bêhna jiyanê ya ku dibe jînê ne. Û ma kî pisporê kareki ûsa ye? Ji ber ku em ne mîna gellekên ku gotina Xwedê xera dikin in, lê belê em ji paqijiyê û ji Xwedê ve, di hizûra Xwedê de, di Mesîh de dibêjin. Qey dîsa me dest bi salixdana xwe kir? Ya na qey hewca me mîna hinekan ji we re, an jî nameyên salixdana ji we heye? Nameya di dilê me de hatiye nivîsandin û ji aliyê hemû mirovan ve tê zanîn û tê xwendin hûn in. Eşkere ye ku, hûn ji aliyê me, wekî ku nameya Mesîh bin, ya ku ne bi hibrê, lê belê bi Ruhê Xwedayê ku zindî ye, ne li ser lewhên kevir, li ser lewhên dilên ji goşt in; hatine nivîsîn. Û bi navgîniya Mesîh, ewledariyek me yî ûsa ji Xwedê re heye; bona ku em tiştekî bi serkeftina xwe bihesibînin, em bi xwe ne pispor in; lê belê pisporiya me ji Xwedê ye. Û wî me ne ji zagonê, ji tîpê, lê belê ji xizmetkarbûna peymanekî nû ya xwe spartiye Ruh ve pispor danî; ji ber ku tîp dikuje, lê belê Ruh dijîne. Lê belê ger xizmeta mirinê, ya ku bi tîpan li keviran hatiye kolandin di nava bilindahiyê de hatibe; ûsa ku, lawê Îsraêl ji berya biriqandina wî yî bi demî nikarîbûn li wecê Mûsa binêriyan; bilindahiya xizmeta ku bona Ruh tê kirin, dê çawa hîn jî ne biryar be? Ji ber ku ger bilindahiya xizmeta mehkûmiyetê hebe, dê bilindahiya xizmeta ku pakbûnê pêk tîne hîn jî zêde be. Ji ber, yê ku hatiye bilind kirin, di derheqê wê de, ji ber sedema mezintiya hîn jî seretetir nehat bilind kirin. Ji ber ku ger yê derbas dibe bi bilindahiyê ve hatibe, dê çiqas zêde yê ku abadîn dimîne, di nava bilindahiyê de bimîne! Niha bona ku em xwediyê hêviyek ûsa ne, em bi cesaretek mezin diaxifin û em ne mîna Mûsayê bona ku lawên Îsraêlê dawiya yê derbasbûyî nebînin, berûkê da ser wecê xwe ne. Lê belê hişê wan kor bû; ji ber ku di Mesîh de betalbûna wê, ji wan re nehat kişf kirin û bi vî awayî eynî berûk, di xwendina Peymana kevin de heta roja îro dimîne. Çi heye ku heta îro, dema Mûsa tê xwendin, berûkek dilê wan dixumîne. Lê belê çi demê vegere Xudan, dê ew berûk bê rakirin. Û Xudan Ruh e û Ruhê Xudan li ku be, azadî li wir e. Lê belê em gişt, bilindahiya XUDAN bi rûyekî bêpêçek, wekî ku di mirêkê de be dîtinê ve ji bilindahiyan heta bilindahiyan de di eynî sûretê de têne guhertin; ev jî ji aliyê Xudanê ku Ruh ve ye. Ji bo vê yekê, li gor ku em gîhaştine dilovaniyê, gava ku ev xizmeta me hebe, em dilawêriya xwe winda nakin; lê belê me, bi fenekiyê ve ne meşandinê, kelama Xwedê neşewşandinê, lê bi derketina rasteqîniyê xwe di hizûra Xwedê de ji ûcdanê her mirovî re bi pend dayînê ve tiştên veşartî yên şermezariyê red kirin. Û ger Mizgîniya me pêçayî jî be, bona kesên helaq dibin pêçayî ye; bona ku ronahiya Mizgîniya bilindahiya Mesîhê xuyaniya Xwedê ye, têdighîne bi ser bêbaweriyan ve nehêlê, îlahê vê demê hişê wan kor kiriye. Ji ber ku em ne xwe; lê belê em Mesîh Îsa bi Xudanî û xwe jî di oxra Îsa de wekî xulamên we bin, waz dikin. Ji ber Xwedanê ku gotiye: Dê di tariyê de ronahî bibiriqe, bona ku ronahiya bilindahiya zanyariya Xwedê, ya di wecê Îsa Mesîh de dibiriqe bide me, di dilên me de biriqî. Lê belê em di nava feraxên axînî de xwediyê vê xezînê ne, da ku, bila herî meziniya hêzê ne ji me be, lê bila aidî Xwedê be. Me ji her alî ve xistine tengasiyê, lê belê em nehatine eciqandin; em şaş bûne, lê belê ne bêçare ne; em tên fetilandin, lê belê em ne hatine ber dan; em bi erdê ve têk çûne, lê belê helaq nebûne; bona ku jiyana Îsa, di bedena me de xuya bibe, em mirina Îsa her tim di bedena xwe de dikişînin. Ji ber ku, bona jiyana Îsa di bedena me yî bi mirinî de xuya bibe, em, yên ku dijîn, di oxra Îsa de her tim radestî mirinê dibin. Ûsa ku di me de mirin, lê belê di we de jî jiyan çalak dibe. Lê belê çawa ku li gor: Bawerî anîm û bo wê gotim, hatiye nivîsandin; bi xwedîbûna eynî ruhê baweriyê em jî bawer dikin û bi vê sedemê em jî diaxifin; ji ber em dizanin yê ku Îsa ji mirinê ve vejandiye, dê me jî bi Îsa ve bivejîne û bi we re derxîne hizûra xwe. Ji ber ku ev hemû bona we ye; da ku, kerem bi navgîniya gellekan zêde bibe, bila bona bilindahiya Xwedê şikirî zêde bibe. Ji ber vê yekê em cesareta xwe winda nakin; lê belê her çiqas hebûna me yî derve xera dibe jî, hebûna me yî hundirîn roj bi roj nû dibe. Ji ber ku tengasiya me yî demî û sivik ji me re bilindahiyek di giraniyê de bi tu tiştî nayê pîvandin mezin û bê dawî bi dest dixe; em ne li tiştên xuya dibe, lê belê li tiştên ku xuya nabe, dinêrin; ji ber ku yên xuya dibin, demî ne, lê belê yên xuya nabin, abadîn in. Ji ber em dizanin ku: Ger mala me yî kona dinyewî xera bibe, li ezman ji Xwedê ve xaniyek me, xaniyek me yî bi desta ve nehatiye çêkirin û abadîn e, heye. Ji ber ku em niha bi bêriya li xwe kirina xaniyê xwe yî ezmanî ve bi rastî jî di vê de axînê dikişînin; qet nebe ger li xwe kiribin, em ê tazî neyên dîtin. Ji ber ku em, yên di vê konê de ne, wekî di binê bar de bin, axînê dikişînin; ji ber ku ne ji xwe kirinê, lê tenê li xwe kirinê dixwazin; da ku, yê bi mirinî be, bila ji aliyê jiyanê ve bête daqurtandin. Yê ku me bona vê armancê amade kiriye û yê bona ewledariyê Ruh daye me Xwedê ye. Ji ber vê yekê her tim cesareta me heye û em dizanin ku: Heta em di vê bedenê de bijîn, li dûrî Xudan in. Ji ber ku em bi spartina baweriyê ve dijîn û ne bi xuya kirinê. Û ez, em ewle ne, dibêjim û hîn jî zêde li dûrî bedenê û li cem Xudan bûnê dixwazin. Bo vê yekê, dixwaze di bedenê de bijîn, dixwaze li dûrî bedenê bin jî, xwestina me xoşnûd kirina wî ye. Ji ber ku divê em hemû li ber kursiya darazkirinê, ya Mesîh ve xuya bibin; da ku, her kes, divê qenc an jî xerab, li gor tiştên ku kirine, di bedenê de tiştên ku hatine kirin bigirin. Niha, em bi zanîna tirsa Xudan ve mirovan qanih dikin; lê belê em ji Xwedê re hatin eşkere kirin û ez hêvîdar im ku em ji ûcdanê we re jî hatibin eşkere kirin. Ji ber ku em xwe dîsa ji we re salix nadin; lê belê em fersenda bona me pesnahî dayînê didin we; da ku, bersivek we yî ji yên pesnê xwe ne bi dil, bi xuyayiya derve didin hebe. Ji ber ku ger em ne di xwe de bin, ev bona Xwedê ye; ger hişê me li serê me be, ev bona we ye. Ji ber ku hezkirina Mesîh zorê dide me û daraziya me ew e ku: Kesek di oxra her kesî de mir; ger wusa be, hemû mirin û ew di oxra her kesî de mir; da ku, yên dijîn bila êdî ne bona xwe, lê belê bona yê ku di oxra wan de miriye û vejiyaye bijîn. Bi vî awayî, em êdî kesekî li gor bedenê nas nakin û ger me Mesîh li gor bedenê nas kiribin jî, êdî niha ûsa nas nakin. Ûsa ku: Ger kesek di Mesîh de be, afirek nû ye; tiştên kevn derbas bûne, a vay, her tişt nû bûye. Lê belê her tişt ji Xwedê ye, wî, bi navgîniya Mesîh me bi xwe re li hev anî û xizmeta li hev anînê da me; yanê, bi xwe dinê pevra li hev anînê, bi sûcên wan li ser wan ve nehesibandinê û bi radestî me kirina kelama li hev anînê, Xwedê di Mesîh de bû. Niha, mîna ku Xwedê wekî ku bi navgîniya me rica dike, em di oxra Mesîh de şandîtiyê dikin û bi gotina, bi Xwedê re li hev werin, em di oxra Mesîh de lava dikin! Ji ber Wî, yê ku bi gunehê nizane bona me kir guneh, da ku, em di wî de bibin rastiya Xwedê. Û em jî, yên bi wî re dixebitin, bona ku hûn kerema Xwedê bi valahiyê qebûl nekin, ji we re rica dikin. Ji ber ku dibêje: Di dema munasîb de min te bihîst û di roja xelasiyê de alîkariyê bi te re kirim. Dema munasîb a vay, niha ye; roja xelasiyê a vay, niha ye! Em di tu tiştî de tilpekiyê nadin tu kesî, da ku, bila xizmeta me neyê şermezar kirin; lê belê em bi xizmetkarê Xwedê bûna xwe, di gellek sebrî de, di tengasiyan de, di astengiyan de, di hewcedariyan de, di lêxistinan de, di girtîgehan de, di tevliheviyan de, di kedan de, di bêxewiyan de, di rojiyan de, di paqijiyê de, di zanînê de, di berxwedanê de, di qenciyê de, di Ruhê Pîroz de, di hezkirina bêdurûtî de, di gotina rastiyê de, di qudreta Xwedê de, li rast û çepê bi çekên rastiyê ve, bi bilindahî û heqaretê ve, bi namdariya xerab û namdariya qenc ve, mîna xapînokan, lê belê wekî rastan; mîna nenasan, lê belê wekî kesên qenc tên zanîn; mîna yên dimirin, lê belê a vay, em dijîn; mîna kesên têne perwerde kirin, lê belê wekî yên nehatine kuştin; mîna bi keseran, lê belê her tim wekî kesên kêfxweş dibin; mîna xizanan in, lê belê wekî gellekan dewlemend dikin; mîna kesên ku qet tiştekî wan tune ne, lê belê wekî bi xwedîbûna her tiştî, em di her tiştî de penda xwe didin. Ya Korîntiyan, devê me ji we re vebûye, dilê me fireh bûye! Hûn di me de teng nebûne, lê belê hûn di dilê xwe de teng bûne! Bona ku hûn jî bersiva mîna vêya bidin me – mîna ez ji zarokên xwe re bibêjim, dibêjim – hûn jî fireh bibin! Bi bêbaweriyan re nekevin bin nîrekî nerewa! Ji ber ku çi şirîkantiya rastî û fesadiyê dibe? An jî çi hevrebûna ronahî û tariyê dibe? Û dê di nava Mesîh û Belîal de çi tifaq dibe? An jî çi pardariya yê bawerkiriye ji kesê bêbawerî re dibe? Û çi hemfikir bûn di nava perestgeha Xwedê û pûtan de dibe? Ji ber ku em perestgeha Xwedayê zindî ne; ji ber ku Xwedê gotiye: Ez ê di nav wan de rûnim û di nav wan de bimeşim û ez ê bibim Xwedayê wan û ew ê bibin gelê min. Bo vê yekê Xudan dibêje: Ji nava wan derkevin û cûda bibin û dest bi yê mindar nedin! Û ez ê we qebûl bikim. Xudanê hêza wî besî her tiştî ye dibêje: Ez ê ji we re bibim Bavo û hûn ji min re dê bibin lawan û keçan. Niha, ya xoşewîstno, li gor em xwediyê van wadna ne, em xwe ji her tiştê ku beden û ruh biqirêj dike safî bikin; di tirsa Xwedê de bijîn û di pîroziyê de birewnaq bin! Di dilên xwe de cîh bidin me: Me neheqiyê ji tu kesî re nekir, kesî ji rê dernexist, keda kesekî nexwarin. Ez vana, bona daraz kirina we nabêjim; ji ber ku min berê got, em ê bi we re bimirin jî û bijîn jî, hûn di dilê me de ne. Ez pirr bi we ewle dibim, bi we re pirr pesnvedana xwe didim; bi xemrevîniyê ve tijî me; di nava hemû tengasiyên me de bi kêfxweşiyê ve zehf xuroş im. Ji ber ku dema em hatin Makêdonyayê jî, qet rehetiya bedena me tunebû; lê belê me ji her alî ve tengasiyê dikişand; ji derve şeran, di hundir de tirsan hebû. Lê belê Xwedayê ku xemrevîniyê bi kesên kêm ve dike, bi hatina Tîtûs ve û tenê ne bi hatina wî ve, lê belê di derheqê min de bêrîkirina we, xem û xîreta we têgîhand min, bi xemrevîniya ku ji we ve xemrevîn bûye, xemrevîniyê li me kir; bi vî awayî, ez hîn jî kêfxweş bûm. Ji ber ku ger bi nameya xwe we êşandibim jî, ez ne poşman im; ji ber ku ger ez poşman bibim jî, bi demek kurt bûna wê pev re ez dibînim ku ew name êşê dide we; niha ez kêfxweş im, ne bi xemgîniya we, lê belê ji ber ku hûn bona tobê xemgîn bûne ez kêfxweş im; ji ber ku hûn li gor Xwedê xemgîn bûn; da ku, hûn di tu tiştî de ji me ziyanê nebînin. Ji ber, kesera ku li gor Xwedê ye, bona xelasiyê toba bêpoşmanî peyda dike; lê belê kesera dinê mirinê peyda dike. Ji ber ku a vay, ev tiştê wekhev, yanê, li gor Xwedê keser kişandina we, di we de çi xîret û hê jî çi borîn xwestin, çi hêrs, çi tirs, çi bêrî kirin, çi piştgirtin, çi tolhildan pêk anîn! Di vî tiştî de we pak bûna xwe ji her alî ve nîşan dan. Ger min ji we re nivîsandibe jî, ne bona kesên neheqiyê dikin, ne jî bona yê neheqiyê dibînin; lê belê bona xîreta me yî di derheqê we de ye, di hizûra Xwedê de ji bona qenciya we xuya bibe. Ji bo vê yekê li me xemrevînkirî hate kirin û li ser kêfxweşiya Tîtûs, em di xemrevîniya xwe de hîn jî kêfxweş bûn; ji ber ku ruhê wî ji aliyê we hemûyan ve aramiyê dît. Ji ber ku ger ji wî re, di derheqê we de bi tiştekî pesnê xwe dabim jî, ez şermezar nebûm; lê belê mîna ku me her tiştî bi rasteqînî ji we re gotibûn, pesnvedana me yî li ber Tîtûs jî ûsa rast derket. Û her ku îtaet kirina we hemûyan, çawa bi tirs û lerizandinê ve qebûlkirina we yî xwe di bîr de tîne, hezkirina wî yî ji we re hîn jî zêde dibe. Ji bo ku di her tiştî de, di derheqê we de ewlebûna min heye, ez kêfxweş dibim. Niha, ya birano, em keremiya Xwedê ya ji Dêrên Makêdonyayê re hatiye dayîn ji we re digihînin ku; di navbera ceribandina mezin ya tengasiyê de, tevî xizaniya wanî kûr ji serreçûna wanî kêfxweşiyê, di dewlemendiya wanî comerdiyê de ji ser re çû. Ji ber, bona beşdariya xizmeta ji pîrozan re û bona xêra wî, bi gellek hewîniyê û ji me bi rica kirinê, li gor qudretên xwe, ez şahdeyiyê dikim ku, di ser qudretên xwe de jî bi xwestekên xwe dan. Û ji hêvî kirina me zêdetir, xwe pêşiyê dan Xudan û pişt re bi xwestina Xwedê dan me. Bo vê sedemê, bona ku ev karê di nava we de ji berê ve dest pê kiriye biqedîne, me Tîtûs teşwîq kirin. Lê belê di baweriyê de, di gotinê de, di zanînê de û di xîreta her tewrî de, di hezkirina we yî ji me re de, mîna ku hûn di her tiştî de sereta ne, bi sereta bûna wî karê bi xêr jî binihêrin! Vêya mîna emrekî nabêjim, lê belê dixwazim ku hezkirina we yî ji dilî, bi xîreta yê din re bidim ber hev û biceribînim. Ji ber ku hûn kerema Xudanê me Îsa Mesîh dizanin; bona ku bi xizaniya wî hûn dewlemend bibin, dewlemend bû jî, bona we xwe xizan kir. Û di vêya de raya xwe didim; ji ber ku ev ji we re bi fêde ye; hûn ku, ji sala çûyînê ve tenê ne di kirinê de, lê belê di xwestinê de jî yê berê dest pê dikir bûn. Niha jî vî karî biqedînin; ûsa ku, mîna hûn bi daxwazîkirina vêya bi xwestek in, bi vî awayî bila li gor malê we qedandin jî bibe. Ji ber ku ger xwestek hebe, ne li gor tiştên ku di destê yekî de nîne, mîna ku li gor tiştên di destê wî de ye, alîkirina wî li cîh e. Ji ber, ne bona ku ji kesên din re rehetî, ji we re bibe tengasî; lê belê ji ber wekheviyê: Bona ku bila zêdeyiya wan ji bo kêmasiya we be, di dema niha de zêdeyiya we ji bo kêmasiya wan e; da ku, mîna hatiye nivîsandin: Ji yê pirr berhev kir re zêde nebû û ji yê hindik berhev kir re kêm nebû, bila wekhevî bibe. Lê belê bila şikirî ji Xwedayê ku, bona we eynî xîretê daye dilê Tîtûs, re be! Ji ber ku wî teşwîqa me qebûl kir, lê belê ew hîn jî bi xîretê, bi xwestina xwe tê cem we. Tevî wî, em birayekî ji bezana wî ya belav kirina Mizgîniyê di nava hemû Dêran de pesnê wî tête dayîn dişînin. Û ne tenê ev, lê belê bona bilindahiya Xudan û bona xwestina me xuya bikin, di xizmeta me yî vê xêrê de, bona bibe rêhevalê me ew ji aliyê Dêran ve jî hate bijartin; di vê xizmeta xwe yî bexşandina mezin de, bona ku em nebin armancê rexneyên tu kesî em pûte didinê; ji ber em bala xwe didin ku tenê ne di hizûra Xudan de, di hizûra mirovan de jî em ya rast çêkin. Me birayê xwe yî pirr caran û di gellek rewşî de bi xîret dîtine, lê belê yê niha ewledariya di derheqê we de dibihîze pirr zêde bi xîret bûye, bi yên din ve ji we re şandin. Dema em bên Tîtûs, ew pardar û ji bona we kedkarê min e; lê birayên me jî şagirtên Dêran, pesnahiyên Mesîh in. Niha nîşana hezkirina xwe û pesnahiya me yî di derheqê we de, li ber Dêran nîşanî wan bidin! Ji ber ku hewce nake ez di derheqê xizmeta ji bo pîrozan re ye de, ji we re binivîsînim; ji ber ez dizanim ku hûn bona alîkariyê amade ne; ez bi gotina hûn, yên li Ahayayê, ji sala çûnê ve amade ne, li berya Makêdoniyan pesnê we didim û xîreta we, gellekan derbasî tevgerê kir. Lê belê bona pesin dayîna me ya di derheqê we de di vê babetê de vala nemîne û mîna ku min gotiye hûn amade bûbin, min birayan şand; da ku, gava Makêdonî bi min re bêne û we amadekirî nebînin, em – bona ku em nebêjin; hûn – di vê ewlekirinê de bi avayekî şermezar nebin. Bo vê sedemê bila ji berê ve bên cem we û xelatên ku dana wan we bi comerdî wad kirin amade bikin, min rica kirina ji birayan li cîh dît; da ku, bila xelata we ne wekoka timatiyê, bila bi wekoka comerdiyê ve amade bibe. Lê belê vêya ji bîr mekin ku: Yê kêm biçînin, dê kêm jî dirûnin û yê zêde biçînin, dê zêde jî dirûnin. Ne mîna bi nexwestinê an jî bo zordanê, bila her kes li gor ku di dilê xwe de nêt kiriye bide; ji ber ku Xwedê ji yê bi kêfxweşiyê dide hez dike! Û hûn, bona di her tiştî de, di her demî de, ji bona her karê qenc, bi zêdeyî bibin xwediyê her tiştî, Xwedê qasî her nîmetî bona we zêde bike bihêz e; herweha hatiye nivîsandin: Wî belav kir, da xizanan; rastiya wî heta bêdawiyê disekine. Û yê ku ji cotkar re tov û bona xwarinê nan peyda dike, dê çinandina we peyda û zêde bike û dê dexlê rastiya we zêde bike; bona ku hûn ji her alî ve comerd bibin, hûn ji her alî ve tên dewlemend kirin; bi navgîniya me dibe sedema şikirya Xwedê. Ji ber ku ev xizmeta ku hûn dikin tenê bi qedandina kêmasiya pîrozan namîne, lê di eynî demê de bi şikirya gellekan ya ji Xwedê re jî dewlemend dibe; ew bi ceribandina vê xizmetê bi sedema îtaet kirina mukuriya we yî Mizgîniya Mesîh û ji ber destfirehiya xizmeta ji wan re û ji hemûyan re, Xwedê bilind dikin; bona kerema sertaybetî ku Xwedê ji we re bexşandiye, bona we dua dikin û bêriya we dikin. Bila bona diyariya wî ya ku bi gotinê ve nayê vegotin şikirî ji Xwedê re be! Yê dema di nava we de bû tirsok, lê belê dema ne di nava we de be li hemberê we bê tirs, ez, Pawlos, bi dilnizmî û nermiya di Mesîh de ji we re rica dikim û li ber we digerim ku, dema ez werim cem we, li berya hin kesên ku me li gor bedenê dijî dihesibînin, bona cesareta ku ez xuya bikim bi eynî ewlebûnê xuyayî we jî bikim, zorê nedin min. Ji ber ku em di bedenê de bijîn jî, bi sipartina bedenê ve şer nakin; ji ber ku çekên şerê me ne çekên cismanî, lê belê çekên xwediyê hêza Xwedanî ya kelehan xera dike ne; em ramanan û her tiştên bilind, ên ku li dijî zanîna Xwedê radibe, xera dikin û her fikrê ji îtaeta Mesîh re dîl dikin û kengî îtaeta we temam bibe, em ji bo tolhildana her bêîtaetiyê amade ne. Li ya li berya çavên xwe ne, binihêrin. Ger kesek bi aidbûna xwe yî Mesîh ve ewle be, bila dîsa vêya jî bifikire ku, ew bi xwe çawa be, em jî bi vî awayî aidî Mesîh in. Ji ber ku ez ne bona têkçûna we, bona pêş ve birina we bi rayedariya ku Xudan daye me ve hinek zêde pesnê xwe bidim jî, ez naşerm im; da ku, ez naxwazim di nameyên xwe de mîna we bitirsînim xuya bikim. Ji ber ku dibêjin: Nameyên wî giran û xwurt in, lê belê hebûna bedenê lawaz û gotina wî hîç e. Bila zilamekî ûsa vêya bifikire ku, dema em ji we dûr in, bi navgîniya nameyan, di kelamê de çawa bin, dema amade bin di kar de jî wusa ne. Ji ber ku em nawêrin ku xwe bi hinekên ku pendê xwe didin re yek bigirin, an jî miqayesê bikin! Lê belê ew bi xwe bi xwe pîvanê û bi xwe bi xwe miqayese kirinê ve fêhm neker dibin. Lê belê em ne ji tiştên ku ji pîvana me wêdetir in, lê bi pîvana ku ji bo heta em bigihêjin we jî, li gor pîvana hidûdê ku Xwedê mîna pîvanekê ji me re pîvaye pesnên xwe didin. Ji ber, mîna ku em negîhaştibin we, em xwe zêde dirêj nakin; ji ber ku di Încîla Mesîh de, em gîhaştin heta we jî. Bi pesnvedana keda kesên din jî em ji ser heda xwe ve naçin; lê belê hêviya me ew e ku, her ku baweriya we mezin bibe, bi saya we qada me yî çalakiyê heta ku dikaribe dê fireh bibe; bi vî awayî, em ê bikaribin ku Mizgîniyê ji we hîn jî wêdetir ve waz bikin; ji ber em naxwazin ku bi karên di qada çalakiyên kesên din de serfiraz in ve pesnahiyê bidin. Lê belê yê ku pesnê xwe dide, bila bi Xudan ve pesnê xwe bide! Ji ber ku kesê meqbûl ne yê xwe salix dide, lê belê kesên ku Xudan wî salix daye yî. Xwezîka hûn di bêaqiliyek biçûk de ji min re diyax bikin! Û lê belê hûn ji min re diyax dikin. Ji ber ku ez di derheqê we de bi xîreta Xwedê ve bi xîret im; ji ber ku min we, mîna keçikekî pak ji tenê zilamekî re, ji Mesîh re, bona ku pêşkêş bikim, bi dergistî kirin. Lê belê çi heye ku, mîna mar Hawa bi xapînokiya xwe xapand, ez ditirsim ku ramanên we jî ji gorî bûna Mesîh, yê pak û bidilî, ji rê ve bê derketin. Ji ber ku ger zilamê ku were, Îsayekî din, yê ku me waz nekirine, waz bike, an jî ger xeynî yê ku we stendiye ruhekî din, an jî mizgîniyek dinî ya ku we qebûl nekirine hûn bistînin; hûn qenc tehemûl dikin. Ji ber ez zen nakim ku, di tu tiştî de ji şagirtên herî sereta re kêmasiya min hebe! Lê belê ger ez di gotinê de ecemî bim jî, lê ez di zanînê de ne ecemî me û me vêya di her rewşî de ji her alî ve şanî we da. An jî ma qey min bona bilindahiya we bi nizmkirina xwe û ji we re bi bêberdêl têgihandina Mizgîniya Xwedê, guneh kir? Bona ku xizmetê ji we re bikim, bi stendina mişeyê ve Dêrên din tazî kirim! Û dema di nava we de bûm, hewca min hebû jî, lê belê ez li we kesekî nebûm bar; ji ber ku birayên ji Makêdonyayê ve hatin, kêmasiyên min temam kirin û di her tiştî de bona li we nebim bar, îhtimamê damê û ji niha pêv jî ez ê îhtimamê bidimê. Mîna ku rastiya Mesîh di min de ye; ez bi biryarî karim bibêjim ku, tu kesê ji aliyê Ahayayê nikare min ji vê pesnvedana dûr bixe. Çima? Ma qey bona ku ez ji we hez nakim? Xwedê dizane. Lê belê bona fersendê nedim kesên ku di mijara pesnê xwe didin de, dixwazin bi me re wekhev bêne hesibandin, ez ê di pêkanîna kirina xwe de bidomînim. Ji ber ku zilamên wusa, şagirtên sexte, karkerên xapînokî, kesên xemla şagirtê Mesîh didin xwe ne. Û ev ne tiştekî ecêb e, ji ber ku Îblîs bi xwe jî xemla milyaketê tîrêjê dide xwe. Ger xizmetkarên wî jî xemla xizmetkarên rastiyê bidine xwe, ev ne tiştekî mezin e; dê dawiya wan li gor karên wan be. Ez dîsa dibêjim: Bila tu kes min bêaqil nehesibîne; lê belê ger hûn wusa dihesibînin, min mîna kesekî bêaqil qebûl bikin ku, ez jî hinekî pesnê xwe bidim! Ez gotinên xwe ne li gor Xudan, lê mîna ku ez bêaqil bim, bi ewlebûna vê pesnahiyê dibêjim. Madem ku gellekan li gor bedenê pesnê xwe didin, ez ê jî pesnê xwe bidim. Ji ber ku hûn baqil in, bi dilxweşî ji bê aqilan re tehemûl dikin! Ji ber ku ger kesek we bike dîl, ger kesek we bixwe, ger kesek we rahêle, ger kesek ji we re kubrê bike, ger kesek şîrmaqê li we bixe, hûn ê tehemûl bikin. Bi şermezariyê ez dibêjim ku; wekî em wisa lawaz bûbûn. Lê belê di babetekî de yekî cesaret kiriye ku pesnvedanê bike – ez mîna yekî bêaqil diaxifim – ez jî bi pesnvedanê cesaret dikim. Ma ew Îbranî ne? Ez jî. Ma Îsraêlî ne? Ez jî. Ma ji zuriyeta Birahîm in? Ez jî. Ma xizmetkarên Mesîh in? Mîna ku min aqilê xwe winda kiribe diaxifim: Ez hîn zêde! Min hîn zêde kedê da, hîn zêde ketim girtîgehê, bêjimar min lêxistinê xwar, gellek carî rastî mirinê hatim. Ji aliyê Cihûdan ve pênc carî ji çelî yek kêm kotek xwarim. Sê carî bi ço lêxistinê xwarim, carekî hatim kevir kirin; sê carî rastî qeza behrê hatim; şevekê û rojekê di behra vekirî de derbas kirim; di rêwîtiyan de pirr caran; di talûkeyên çeman de, di talûkeyên rêbiran de, di talûkeyên hemnîjadên xwe de, di talûkeyên netewan de, di talûkeyên bajêr de, di talûkeyên çolê de, di talûkeyên behrê de, di talûkeyên nav birayên sexte de; di kedê û zehmetê de, gellek caran di bê xewiyê de, di birçîbûn û tîbûnê de, gellek caran di rojiyan de, di sermayê de û di tazîbûnê de mam. Xeynî tiştên ji derve ne, ya ku her roj min dieciqîne, xema ji bo hemû Dêran e. Dê kî bêhêz bibe û ez ê bêhêz nebim? Dê kî bixînin gunehan û ez ê neşewitim? Ger pesin dayîn ferz be, ez ê bi tiştên aidî bêhêzbûna xwe ve pesnê xwe bidim. Bav û Xwedayê Xudan Îsayê ku abadîn pîroz e dizane ku, ez derew nabêjim. Li Şamê, waliyê Qiral Arêtas, bona min bigire, bajarê Şamiyan girtibû bin parastinê û ji nav kelehê, ji şivakeyekê de di nava zembîlekê de min berdan jêr û ji destên wî reviyam. Ger ne bikêr jî be, pesnvedanî lazim e; niha ez bêm xuyaniyan û peyxamên ku min ji Xudan ve girtiye. Çardeh sal berê, di Mesîh de (ez nizanim di bedenê de, nizanim xeynî bedenê, Xwedê dizane), heta bi ezmana sêwemîn ve girtiye û hatiye birin, ez bi zilamekî wusa dizanim. Û ez bi zilamekî wusa dizanim ku, (di bedenê de, an jî xeynî bedenê, ez nizanim, Xwedê dizane), berbi bihuştê ve hate girtin û birin û gotinên ku ne caiz e ji mirovan re bête gotin û ji mirov re nayên gotin bihîst. Ez ê bi yekî ûsa re pesnê xwe bidim. Lê belê di derheqê xwe de, xeynî bêhêzbûna xwe, ez pesnê xwe bi tiştekî din nadim. Ji ber ku ger ez pesnvedanê bixwazim, ez nabim bêaqil; ji ber ku ez dê rastiyê bibêjim. Lê belê bona ku tu kes, min ji dîtina xwe, an jî bihîstina xwe bilindtir nebîne ez nawêrim ku pesnê xwe bidim. Û bona, ji mezinbûna peyxaman ez qure nebim, ji bo min, di bedenê de kelemek û bona ku min kulmik bike milyaketekî Îblîs hate dayîn, da ku, ez qure nebim. Bona ku ji min veqete, ji bo vêya sê carî lava ji Xudan re kirim. Û wî ji min re got: Kerema min ji te re bes e; ji ber ku hêza min, di lawaziyê de diçe serî! Ji ber vê yekê, ez ê hîn jî zêde bi bêhêzbûna xwe pesnê xwe bidim, da ku, hêza Mesîh li ser min dakeve. Ji ber vê yekê, ez di oxra Mesîh de ji lawaziyan re, ji gazinan re, ji pêwistiyan re, ji zilman û tengasiyan re razî me; ji ber ku ez çi demê lawaz bim, wê demê ez xwurt im. Ez bêaqil bûm; we min mecbûr kirin; ji ber divê ku ez ji aliyê we ve bihatima salix dan; lewma her çiqas ez ne tiştek bim jî, ji şagirtên herî sereta, di tu tiştekî de kêmasiya min nîne. Di nava we de elametên şagirtiyê, bi sebra bitûmî, bi nîşanan, bi nuwazeyan û bi karên biqûdret ve hatin xuyanî kirin. Ji ber, xeynî ku ez li we nebûm bar, çi kêmasiya we ji Dêrên din heye? Vê neheqiyê ji min re bibexşînin! A vay, ev cara sêwemîn e ku, bona hatina cem we ez amade me û ez ê li we nebim bar; ji ber ku ez ne yê di we de ye, lê ez li we digerim; ji ber ku divê ne zarok bona dayik û bavên xwe, lê belê dayik û bav bona zarokên xwe xezînê berhev bikin. Û ez ê di oxra canê we de, malê xwe jî, xwe jî bi kêfxweşiyek mezin xerc bikim. Ger ez hîn jî zêde ji we hez bikim, qey ez ê hîn jî kêm bêm hez kirin? Bila ûsa jî be, ez ji we re nebûm bar; lê belê ji ber ez fenek im, min we bi fenekiyê bi dest ve xistin! Gelo bi zilamên ku min ji we re şandine, bi navgîniya yekî ji wan min keda we xwar? Ma Tîtûs keda we xwar? Ma em di eynî ruhî de negeriyan û li pey eynî rêyî neçûn? Min Tîtûs, bona hatina cem we teşwîq kir û bira bi wî re şandim. Qey hûn difikirin ku ewqas dem e, em xwe li ber we diparêzin? Em li ber rûyê Xwedê bi aidbûna xwe yî Mesîh ve diaxifin. Û hemû tiştan, ya xoşewîstno, ji bona pêşveçûna we ne. Ji ber ez ditirsim ku, dema ez bêm bi avayekî, we mîna xwestina xwe nebînim; ez ê jî ji aliyê we ve, wekî xwestina we neyêm dîtin; dê bi avayekî hebûna keftûleftî, çavnebarî, hêrs, azweriyên xweperestî, îftira, paşbêjî, serxweçûnî û tevliheviyê bête dîtin; bi vî awayî dema ez dîsa werim cem we, dê Xwedayê min, min li berya we şermezar bike û ez ê bona gellek kesên ku berê guneh kirine, ji pîsitî û ji zînayê û ji kêfdariyê tobe nekirine, şînê bigirim. Ev cara sêwemîn e ku ez têm cem we. Divê her gotin bi şahdeyiya du an jî sê şahdeyan ve bête rastî kirin! Dema berê, gava ez cara duwemîn di nava we de bûm, ji hemûyên berê guneh kirine û ji yên derveyî wan mane re gotibûm; niha li dûrî we me, dîsa dibêjim: Ger ez dîsa werim, ez naparêzim! Ji ber ku hûn birhanên di derheqê axaftina Mesîh de, ya bi navgîniya min ve dixwazin; yê li dijî we ne bêhêz, lê belê di nava we de bihêz e. Ji ber ku ew di nava bêhêziyê de hate xaçkirin, lê belê bi qudreta Xwedê ve dijî. Ji ber ku em jî di wî de bêhêz in, lê belê bi saya qudreta Xwedê, em ê bi wî re bona we bijîn. Bona ka gelo hûn di baweriyê de ne, xwe bi xwe biceribînin, xwe azmûn bikin! An jî ma qey hûn di derheqê xwe de nizanin ku, ger hûn ne qewirandî bin Îsa Mesîh di we de ye? Lê belê ez hêvî dikim ku, hûn ê fêhm bikin em ne yên hatine qewirandin in. Û bona ku hûn tiştekî xerab nekin, em ji Xwedê re dua dikin; ev jî ne bona ku em bi meqbûlî bêne xuyanî kirin, lê em mîna yên ku hatine qewirandin bibin jî, bona hûn ya ku qenc e bikin in. Ji ber ku em ne li dijî rastiyê, lê dikarin di oxra rastiyê de tiştekî çêbikin. Ji ber ku kengî em bêhêz û hûn bihêz bin, em kêfxweş dibin; bona rayedarbûna we jî em dua dikin. Û rayedariya ku Xudan ne bona têkbirinê, bona pêş ve birinê daye min, bona ku dema ez werim cem we hewceyê bi hişkî şuxulandina wan nemînim, hîn ez ne di nav we de bim, van tiştan dinivîsînim. Ya dawîn, di xweşiyê de bimînin, ya birano. Kêfxweş bin, bona kemalê xîretê bikin, guh bidin banga min, di ramanên xwe de yek bin, di nava dilxweşiyê de bin û dê Xwedayê hezkirin û dilxweşiyê bi we re be! Bi ramûsana pîroz ve silavê li hev û din bikin! Hemû pîrozan silavê li we dikin. Bila xêra Xudan Îsa Mesîh û hezkirina Xwedê û şirîkantiya Ruhê Pîroz bi we hemûyan re be! Amîn. Ne ji mirovan, ne jî bi navgîniya mirovan, lê bi navgîniya Îsa Mesîh û Bav Xwedê, yê ku wî ji miriyan vejandiye, bi şagirtî hatiye tayîn kirin, ji min Pawlos û ji hemû birayan, yên ku bi min re ne, ji Dêrên ku li Galatiyêne re: Bila ji Bavê me Xwedê û ji Xudanê me Îsa Mesîh, yê ku li gor viyana Bavê me û Xwedayê me, bona me ji dema nihayî xerab xelas bike, xwe bona gunehên me daye, xêr û xweşî ji we re be; bila heta bêdawiyan ji Xwedê re bilindahî be! Amîn. Ez ecêb dimînim ku hûn, yê ku bi xêra Mesîh bangî we kiriye berdidin û ewqas bi lezî vedigerin mizgînek din; bi rastî mizgînek din tune ye; lê belê kesên dixwazin ku aqlê we tevlihev bikin û Mizgîniya Mesîh bişewşînin hene. Lê belê ger em an jî milyaketekî ji ezman, çewtî Mizgîniya ku me ji we re waz kiriye mizgîniyek din ji we re waz bike, bila nalet li wî be! Çawa ku me berê gotibûn, niha jî dîsa dibêjim: Ger kesek ji we re, li dijî Mizgîniya ku we qebûl kiriye mizgîniyek din waz bike, bila nalet li wî be! Ji ber ku niha, ma gelo ez li riza mirovan, ya na li riza Xwedê digerim? An jî qey ez bona xoşnûd kirina mirovan dişuxulim? Ger min hîn jî xoşnûd kirina mirovan bixwesta, ez nedibûm qûlê Mesîh. Birano, ez dixwazim ku hûn jî bizanin, Mizgîniya ku ji aliyê min ve hatiye waz kirin, ne li hev anîna mirovan e. Ji ber ku min wê ji mirovan ve negirt û nehatim hîn kirinê; lê belê bi peyxama Îsa Mesîh ve stendim. Ji ber ku we ji jiyana minî berê, ya di Cihûdîtiyê de bihîstiye; heta ku tu bibêje min zilmê li Dêra Xwedê dikir û wê dişkenand û derbas dikirim. Di parêziya kevneşopên bapîrê xwe de, bi sertaybetî bi xîret û di Cihûdîtiyê de ji gellekên temendarê xwe gellekî di pêş de bûm. Lê belê Xwedanê ku hîn ez di rehma dayika xwe de bûm min bijart û bi xêra xwe bangî min kir, gava bona ku ez di nav netewan de wî waz bikim, razî bû ku Lawê xwe nîşanî min bide, ez hema bi xwînê û goşt re neşêwirîm û neçûm Orşelîmê, cem yên berî min şagirtiyê dikirin jî; lê belê çûm Erebîstanê û dawiyê dîsa vegeriyam Şamê. Sê sal li pey vêya, bona ku bi hev re nasîna Kîfas çûm Orşelîmê û panzdeh roj li cem wî mam. Lê belê min kesî ji şagirtên din nedît; tenê birayê Xudan, Aqûp dîtim. Û di tiştên ku ji we re dinivîsim de, a vay, ez li ber Xwedê derew nabêjim. Pişt re ez hatim herêmên Sûrî û Kîlîkyayê. Û Dêrên Cihûstanê yên di Mesîh de ne, min bi xwe nas nedikirin. Û tenê vêya bihîstibûn: Zilamê ku demekî zilmê li me dikir, baweriya berê dixwast ku xera bike, niha waz dike! Û bi vî awayî, ji bo min Xwedê bilind dikirin. Çardeh sal pişt re, min Tîtûs jî girt cem xwe û tevî Barnabas ez dîsa çûm Orşelîmê. Û ez li gor peyxamê derketim û bona ku ez bi avayekî di valahiyê de baznedim, an jî nebe ku bazdabım, ji wan re, lê belê tenê bona yên birêz, Mizgîniya ku di nava neteweyan de waz dikim, pêşkêşî wan kirim. Lê belê heta Tîtûsê bi min re bû jî, li berya Grekbûna wî, bona sunetbûnê zorê nedanê. Çi heye ku, hinek birayên sexte hebûn ku bona bi dizîka hînî azadiya ku em di Îsa Mesîh de xwediyê wê ne, bibin û me dîl bixînin bi dizîka ketibûn nava me. Bona ku rastiya Mizgîniyê her tim bi we re bimîne, saetekî jî me histu ji wan re xwar nekir û me xwe neda destê wan. Lê belê yên pêş dihatin – çibûna wanî berê, li gor min ne girîng e, Xwedê di nava mirovan de cihêtiyê nake – ev kesên pêşî tên, tu tiştekî ji min re nedan hînkirin. Lê li dijberiya vêya, çawa ku karê têgihandina Mizgîniyê ya ji bisunetiyan re dane Pêtrûs, dîtin ku têgihandina bêsunetan jî ji min re hatiye dayînê. Ji ber ku yê bona ji bisunetiyan re şagirtiyê bike, di Pêtrûs de çalak e, bona ji neteweyên din re şagirtiyê bikim di min de jî çalak bû û yên ku sitûn dihatin hesibandin, Aqûp, Kîfas û Yûhena, dema bi xêra ji min re hatiye bexşandin hesiyan, bona me çûyîna neteweyên din, bona xwe jî çûna Cihûdan li cîh dîtin; bi nîşana pevrebûna me destê xwe yî rastê dirêjî min û Barnabas kirin. Lê bîranîna xizanan jî ji me xwestin û min jî xîret kir ku vêya bi tûmî bînim cîh. Lê belê dema Kîfas hate Antaqyayê, ji ber ku biqebehet bû, min bi eşkeretî dijraberiya wî kir. Ji ber, berî ku hinek mirov ji cem Aqûp bên, wî bi kesên ji neteweyên din ve xwarin dixwar; lê belê dema ew hatin, ji yên bisunetê ve tirsiya û ji cem bêsunetan ve vekişî. Û Cihûdên din jî mîna wî durûyî kirin; ûsa ku, Barnabas jî bi durûyiya wan ve ket. Lê belê dema min dît ku li gor rastiya Mizgîniyê ve nakin, li pêşiya hemûyan min ji Kîfas re got: Tu bi Cihûdbûna xwe, ne mîna Cihûdan, mîna neteweyên din dijî; çawa dibe, tu zorê didî mirovên din ku bona bibin Cihûd? Ne gunehkarên neteweyên din, em, yên ku bi bûyînê ve Cihûd in; bona ku em dizanin mirov, ne bi karên zagonê, lê bi baweriya ji Mesîh Îsa ve dike salih tête hesibandin; me jî bawerî bi Îsa Mesîh anîn; da ku, ne bi karên zagonê, bona ku em di baweriya Mesîh de salih bên hesibandin; ji ber ku tu kes ji karên zagonê ve salih neyên hesibandin. Lê belê ger dema em di Mesîh de salih hatibin hesibandinê digerin, em bi xwe bi guneh derkevin, di wê rewşê de ma qey Mesîh xizmetkarê guneh e? Haşa! Ji ber ku ger bona ava kirina tiştên ku xera kirime bixebitim, ez ê zagon xera kirina xwe di bîr de bînim. Ji ber, bona ku ez ji bo Xwedê bijîm, bi navgîniya zagonê, li berya zagonê mirim. Ez tevî Mesîh hatim xaç kirin û êdî ez najîm, lê belê Mesîh di min de dijî û niha jiyana ku di bedenê de dijîm, bi baweriya ku ji Lawê Xwedê, yê ji min hez dike û di oxra min de xwe radest kiriye ve dijîm. Ez xêra Xwedê bê derbasî nahêlim; ji ber ku ger pakbûn bi navgîniya zagonê ve bihata qezenc kirin, wê demê Mesîh berhewa miriye. Ya Galatiyên bêaqil! Ma kî sêhrê li we kir, li yên ku rastiyê guhdarî nakin, li yên ku di naw wan de bi xaç kirina Îsa Mesîh li ber çavên we hatiye pêşdarî kirin, kiriye? Ez tenê dixwazim ji we hînî vêya bibim: Gelo we Ruh bi karên zagonê, ya na bi agahiya baweriyê ve girtin? Ma hûn ewqas bêaqil in? Ma qey li pey bi Ruh ve destpêkirinê, niha jî hûn dixwazin bi bedenê ve biqedînin? Ma li cîhê vala we ewqas keser kişandin? Bi rastî jî ji valahiyê re bû? Niha yê ku Ruh bexşî we kiriye û di nav we de karên biqudret kiriye, gelo vêya bi karên zagonê, an jî bi agahiya baweriyê ve kiriye? Çawa ku Birahîm bi Xwedê bawerî anî û jê re pakbûn hate hesibandin. Wê demê vêya bizanibin ku, zarokên Birahîm, yên ku baweriyê anîne ne. Û Nivîsa Pîroz, ji berê ve dît ku dê Xwedê neteweyên din, li gor baweriya wan salih bihesibîne û mizgîniya: Dê hemû netewe di te de pîroz bibin, ji berê ve da Birahîm. Bi vî awayî yê bawerî anîne, dê bi Birahîmê ku bawer kiriye re bêne pîroz kirin. Ji ber, hemûyên ku ji karên zagonê ve ne, di binya naletê de ne. Ji ber ku hatiye nivîsandin: Her mirovê bona ku hemû tiştên di pirtûka zagonê de hatiye nivîsandin bîne cîh, di wan de namîne bi nalet e. Eşkere ye ku, tu kes di qatê Xwedê de bi zagonê ve salih nayê hesibandin; ji ber ku: Dê yê salih bi baweriyê ve bijî. Û zagon ne ji baweriyê ye; lê belê: Yên ku wana bikin, dê bi wana ve bijîn. Bona pîrozkirina ku ji Birahîm re hatiye dayîn, bi navgîniya Mesîh Îsa ve ji neteweyên din re jî bê dayîn û em bi navgîniya baweriyê ve Ruhê ku hatiye wad kirin bigirin, Mesîh di oxra me de hate nalet kirin û me ji naleta zagonê ve xelas kir; ji ber ku hatiye nivîsandin: Heçî kesên ku li ser darê ve daliqîne binalet in. Birano, ez li gor mirovan dibêjim: Di nava mirovan de çêbibe jî, ger peymanek hatibe tesdîq kirinê, kes nikare vêya betal bihesibîne û nikare tiştekî tevî vêya bike. Lê belê niha, wad ji Birahîm re û ji nîjada wî re hatine dayîn. Û mîna ku ji bo gellek kesî re be: Û ji nîjadan re nîne; lê belê wekî ku bona yek kesî be: Û ji nîjada te re, dibêje ku, ev jî Mesîh e. Lê belê ez vêya dibêjim: Zagona ku çar sed sal ji pişt re hate; nikare peymana ku Xwedê ji berê ve tesdîq kiriye betal bike, nikare wadê ji navendê ve rake. Ji ber ku ger mêras ji zagonê ve be, êdî ne ji wadê ye; lê belê Xwedê wê bi wadê ve ji Birahîm re bexşandiye. Wê çaxê zagon ji bo çi ava bû? Heta ku nîjada ji wî re hatiye wad kirin were, wekî bi navgîniya milyaketan, bi destê navberek hatibe rêz kirin be; ji ber sûcan hate tevlêkirin. Û navber ne yê yekî ye; lê belê Xwedê yek e. Niha, qey zagon dijraberê wadên Xwedê ye? Haşa! Ji ber, ger zagonekî bikara ku bivejîne bida dayîn, bi rastî dê mirovan bi zagonê ve bihatina pak kirin. Lê belê bona ku wad ji yên ku baweriya xwe bi baweriya ji Îsa Mesîh re anîne bête dayîn, Nivîsa Pîroz hemû tiştan di bin gunehê de girt. Lê belê berî ku bawerî bê, em bona baweriya ku dê bête kişif kirin, wekî girtî bin, di bin zagonê de dihatin parastin. Wusa ku, bona em bi baweriyê ve salih bêne hesibandin, zagon bona Mesîh, bû perwerdekarê me. Lê belê ji bo ku bawerî hatiye, em êdî ne di bin perwerdekar de ne. Ji ber ku hûn hemû bi navgîniya baweriyê ve di Mesîh Îsa de lawên Xwedê ne. Ji ber ku hûn hemû, yên ku di Mesîh de vaftîz bûne, we Mesîh li xwe kirine. Ne Cihûd, ne jî Grek heye, ne qûl, ne jî azad heye, ne jî mêr û jin heye; ji ber ku di Mesîh Îsa de hûn hemû yek in. Û ger hûn yên Mesîh bin, wê demê hûn ji nîjada Birahîm in, li gor wadê mêrasgerê wî ne. Lê belê ez dibêjim: Ger mêrasger xwediyê her tiştî jî be, heta ku zarok be, ji dîlekî ne bi ferq e; lê belê heta dema ku Bavê wî bijartiye, di bin çavnêriya wasî û wekîlan de ye. Mîna vêya, em jî dema zarok bûn, dîlê di binya ragezê serekînê dinê de dijîn bûn; lê belê wexta dem tijî bû, bona ku yên di bin zagonê de xelas bike, Xwedê, Lawê xwe yê ku ji pîrekê ve bûyiye, yê ku di bin zagonê de bûyiye şand; da ku, em mafê lawitiyê bigirin. Bona ku hûn law in, Xwedê Ruhê Lawê xwe yê bi gotina: Abba, Bavo! bang dike şand dilên we. Bo vê sedemê êdî hûn ne dîl in, lê law in û ger ku hûn law in, him jî bi navgîniya Mesîh ve mêraskerê Xwedê ne. Lê belê wê demê we bi Xwedê nizanîbûn û bi xwezayî ji yên ku ne îlah in re qûlitiyê kirin; lê belê niha jî piştî ku we Xwedê nas kirin, ya rastî, hûn ji aliyê Xwedê ve hatin nas kirin; çawa dibe ku hûn dîsa vedigerin van ragezên bêbandûr û bêrûmet û dixwazin dîsa ji vana re bibin dîl? Hûn bi rojan û mehan û demsalan û salan digirin! Bona ku, ez ji bo we bi awayekî vala nexebitîbim, ez ji bo we ditirsim. Birano, li ber we digerim, bibin mîna min; ji ber ku ez jî bûm mîna we! We tu neheqiyê li min nekirin; lê belê hûn dizanin ku, min Mizgîniyê cara pêşîn di lawaziya bedenî de ji we re waz kir û rewşa bedena min bona we ceribandinek bû û we min biçûk nedîtin û red nekirin; lê belê we min mîna milyaketekî Xwedê, mîna Mesîh Îsa, qebûl kirin. Ma niha ji wê dilxweşiya we re çi bû? Ji ber ku ez bona we şahdeyiyê dikim ku, ger ji destê we bihata, we yê çavên xwe bikolana û bidana min. Nexwe, qey bona ku min gotina rast ji we re got, ez bûm neyarê we? Ew di derheqê we de xîretê dikin, ne bi nêta qenc; lê belê bona ku hûn ji bo wan xîretê bikin, dixwazin we li derve bihêlin. Lê belê ne tenê ger dema ez li cem we bim, her tim bixîret bûn qenc e. Zarokên min; heta ku Mesîh di we de tişê bigire, dîsa bona we jana welidandinê dikişînim; lê belê min dixwest ku ez niha li cem we bim û awaza dengê xwe biguherînim; ji ber ku ez di derheqê we de dudilî me! Ya hûn, yên dixwazin ku di bin zagonê de bin, ji min re bibêjin: Ma qey hûn zagonê nabihîzin? Ji ber ku bi gotina du lawên Birahîm hebûn, yek ji cariyê û yek ji pîreka azad, hatiye nivîsandin. Lê belê yê ku ji cariyê bûye li gor bedenê û yê ku ji pîreka azad ve bûye, li gor wadê welidiye. Li vir wekhev kirinek heye; ji ber ku ev pîrekana nîşana du peymanê ne; yek ji Çiyayê Sînayê ye, dê zarokên bibe dîl bibin; ew Hacirê ye. Û Hacirê, Çiyayê Sînayê li Erebîstanê nîşan dide û beramberê Orşelîma niha ye; ji ber ku bi zarokên xwe re dîlitiyê dike. Lê belê Orşelîma ezmanî azad e, dayîka me ew e. Ji ber ku hatiye nivîsandin: Ya stewra ku nawelidîne, şa bibe! Hê ya ku bi jana zayînê nizane, bi şabûnê biqêre! Ji ber, zarokên pîreka ku hatiye berdan, ji zarokên ya bi mêr zêdetir in. Û em, birano, mîna Îshaq zarokên wadê ne. Lê belê yê ji rêya taybetî ve bûye, çawa ku wê demê li yê li gor Ruh ve bûye zilmê dikir, niha jî ûsa dibe. Lê belê Nivîsa Pîroz dibêje çi? Pîreka dîl û lawê wê bavêje derve! Ji ber ku lawê pîreka dîl, dê bi lawê pîreka azad ve mêrasê negire. Bo vê yekê, ya birano, em ne zarokên cariyê, lê belê zarokên pîreka azad in. Mesîh bona azadiyê me azad kir; niha di azadiyê de pêdandî bimînin û carekî din bi nîrê qûlitiyê ve neyên girtin! A vay, ez Pawlos, ji we re dibêjim: Ger hûn sunet bibin, tu bikêr hatina Mesîh ji we re nabe. Ez her zilamê ku sunet dibe, carek din îkaz dikim: Mecbûr e ku hemû zagonê bîne cîh. Ya hûn, yên ku dixwazin di zagonê de bêne salih kirin, hûn ji Mesîh ve veqetiyan, ji xêrê ketin! Lê belê em bi spartina Ruh û bi baweriyê li benda çêbûna hêviya ku pakbûn daye me ne. Ji ber ku di Mesîh Îsa de, ne bisunetbûn, ne jî bêsunetbûn; lê baweriya ku bi hezkirinê ve çalak e; ji karekî re dibe. We qenc baz didan; ma kî nehişte ku hûn ji rastiyê re îtaetkar bin? Xapandina we, ne ji yê bangî we kiriye yî! Hindikek havên hemûya hevîrê tirş dike. Di Xudan de ez bi we ewle me ku, hûn bi tewrek din nafikirin; lê belê yê ku aqilê we tevlîhev dike, kî bibe bila bibe, dê cezê xwe bikişîne. Lê belê gava em bên min, ya birano, ger min hîn sunetê biparêsta, ma ez ê heta niha bihatima fetilandin? Wê çaxê tilpekiya xaçê hatiye betal kirin! Yên ku aqlê we tevlihev dikin, qet nebe bila xwe bixesînin! Ji ber ku, ya birano, hûn bona azad bûnê hatin bang kirin; lê bila azadî ji bedenê re nebe fersend; lê belê bi hezkirinê xizmetê ji hev û din re bikin. Ji ber ku hemû zagon di gotinekê de hatiye kurte kirin: Ji cîranê xwe mîna xwe hez bike! Lê belê ger hûn dev li hev dikin û dixwin, bala xwe bidinê ku hûn ji aliyê hev û din ve neyên telef kirin! Lê belê ez dibêjim: Di rêvebiriya Ruh de bijîn û wê demê hûn tu carî xwestinên bedenê naynin cîh. Ji ber ku beden yê dijberê Ruh, Ruh jî yê dijberê bedenê dixwaze û bona ku hûn tiştên ku dixwazin mekin, vana dijberê hev in. Lê belê ger hûn di rêvebirtiya Ruh de bin, dibe ku hûn ne di binya zagonê de bin. Lê belê karên bedenê eşkere ne; ew: Zîna, pîsitî, şehwet, pûtperestî, sêrbazî, neyartî, keftûleft, çavnebarî, hêrs, azweriyên ezperestî, cudabûnan, parvebûnan, hesûdî, mêrkujî, serxweşî, kêfkirinên bi harî û tiştên mîna vana ne. Mîna ku min berê gotibû, di derheqê vana de ji berê ve dibêjim, yên ku tiştên ûsa bikin, dê nikaribin Serweriya Xwedê mêras bigirin. Lê belê mêwa Ruh hezkirin, kêfxweşî, aştî, sebir, dilovanî, qencitî, dilsozî, xûnermî û xwekontrol e; li dijî tiştên ûsa zagon nîne. Û yên aidî Mesîh Îsa ne, ezitiya xweza tevî azwerî û xwestinên wê, xaçkirin e. Ger em di Ruh de dijîn, di Ruh de jî bimeşin. Em nebin yên ku bi valahiyê ve pesnê xwe vedidin, meydanê li hev û din dixwazin, yên çavnebariyê li hev û din dikin! Birano, ger kesek dema sûckirinê bê girtin, hûn yên ruhanî, kesê ûsa bi ruhekî nerm bînin rê û bona ku tu jî neyê xapandin, li xwe miqate bibe! Barên hev û din bikişînin û bi vî awayî hûn ê zagona Mesîh bînin cîh! Ji ber ku dema kesek ne tiştek be û xwe bi tiştekî bihesibîne, dibe ku xwe dixapîne. Lê belê bila her kes karê xwe biceribîne û wê demê dikare ne bi kirinên kesên din, lê tenê bi kirinên xwe pesna xwe vede. Ji ber ku dê her kes barê xwe bikişîne. Lê belê yê ku di kelamê de hatiye fêrkirin, bila di hemû tiştan de parê bide fêrmend! Nexapin; Xwedê nayê qerf kirinê! Ji ber ku mirov çi biçîne, dê wê jî bidirûnîne. Ji ber ku yê li bedena xwe ve biçîne, dê ji bedenê ve mirinê bidirûnîne; lê belê yê li Ruh ve biçîne, dê jiyana bêdawî ji Ruh ve bidirûnîne. Lê belê em ji qencîkirinê ve eciz nebin; ji ber ku ger em sist nebin, em ê di demsala wê de bidirûnînin. Bo vê yekê hîn ku fersenda me heye, ji her kesî re, bi taybetî jî ji endamên malbata baweriyê re qenciyê bikin. Binihêrin, ji we re ez bi destê xwe, bi çi tîpên mezin dinivîsînim! Yên di bedenê de girîngiyê didin şaniyê, sirf bona ku li oxira xaça Mesîh zilmê nebînin, zorê didin we ku hûn sunet bibin. Ji ber ku heta yên bisunet jî zagonê naynin cîh; lê belê bona ku bi bedenên we ve pesnê xwe vedin, dixwazin hûn sunet bibin. Dema em bên min, ez xeynî xaça Xudanê me Îsa Mesîh, bi tu tiştê din ve pesnê xwe venadim; bi navgîniya xaça wî, dinya bo min mirî ye û ez jî bona dinê. Ji ber ku di Mesîh Îsa de qet girîngiya bisunetbûn, an jî bêsunetbûnê tune ye, ya girîng afirandina nû ye. Bila ji hemû kesên mîna vê qaîdê dikin û ji Îsraêla Xwedê re dilxweşî û dilovanî bibe! Ji niha pê ve bila tu kes zehmetê nede min; ji ber ku ez, nîşanê birînên Îsa di bedena xwe de dikişînim. Birano, bila xêra Xudanê me Îsa Mesîh bi ruhê we re be! Amîn. Ji Pawlosê ku bi viyana Xwedê bûye şagirtê Mesîh Îsa, ji pîrozên li Efesê ne re û ji yên di Mesîh Îsa de dilsoz in re: Ji Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh ve bila xêr û xweşî li we be! Bila Xweda û Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ê ku me di Mesîh de bi her cûreyê bereketa ruhanî ve di cîhê ezmanî de bi berdar kirine, pîroz bibe. Çawa ku li berya xwe, bona ku em di hezkirinê de pîroz û bêqisûr bin, wî berî ava kirina dinê em di wî de bijartin. Bi xwestina xwe û li gor armanca xwe yî qenc, bi navgîniya Îsa Mesîh ve, bona ku em ji wî re bibin law, wî em ji berê ve kifş kirin. Ûsa ku, bila pesnahiya xêra wî yî bilind di Lawê xwe yî xoşewîst de ji me re bexşandiye, bê dayîn. Bi saya dewlemendiya xêra wî yî bi hemû zaniyarî û fêhmkariyê ve li ser me zêde kiriye, em di wî de bi xwîna wî xwediyê xelasiyê, bexşandina gunehên xwe ne; li gor riza xwe ya di wî de pêşniyar kiriye, raza daxwaziya xwe, yanê, bona rêz kirina bitûmiya wextan, ji me re daxuyanî kir ku divê yên li ezman in û divê yên li erdê ne, hemû tiştan dê di Mesîh de bike yek; li gor dîtina daxwaziya xwe, li gor pêşniyara di her tiştî de Afirkir e, wekî ji berê ve hatibe pêşkêşî kirin, bona ku em, yên pêşiyê di Mesîh de hêvî kirine, bona pesnahiya bilindahiya wî bin, em di wî de beşdarvanên mêrasê hatin kirin; hûn jî kelama rasteqîniyê, mizgîniya xelasiya we, wekî di wî de bihîstibin û baweriya xwe bi wî anîbin, bi Ruhê Pîroz yê wadê ve hatin mohr kirin; bona xelasiya milkê wî, bona pesnahiya bilindahiya wî, pêşîneka mêrasa me ew e. Bona vêya ez jî, cergî min baweriya we yî bi Xudan Îsa ve û hezkirina ku hûn ji hemû pîrozan re geş dikin bihîstiye, bona we bê sekin şikiryê dikim û her tim we di duayên xwe de di bîr ve tînim; da ku, Xwedayê Xudanê me Îsa Mesîh, Bavê Bilind, bila ji bona ku hûn wî nas bikin, ruhê zanyarî û peyxamê bide we; da ku, wekî çavên dilên we ronî bibe, hûn hêviya bang kirina wî çî ye, dewlemendiya bilindahiya mêrasa wî yî di pîrozan de çî ye, ji bo me, yên ku bawerî anîne, li gor pêkanîna hêza qudreta wî, bilindahiya qudreta wî, ya pirr mezin çî ye, fêhm bikin. Vêya jî bi hêza ku dema wî Mesîh ji mirinê ve vejand û wî li aliyê xwe yî rastê da rûniştin di wî de pêşkêş kir, di eynî çalakiyê de ye û wî gellekî derxist ser hemû rêvebirî û hikumranî, hêz û serweriyan, ser her navên ne tenê di vî çaxî de, lê belê di çaxên bê de jî dê bîranîna wan bêne kirin ve û her tiştî li binya lingên wî raxist û bi wî ve girêdayî danî û wî, bona ku li ser hemû tiştên hene bike serî, da Dêrê; ev jî, bedena wî ye, tijî bûna yê her tiştî ji her alî ve dadigre ye. Hûn jî, ji berya sûc û gunehên xwe yî demekî tê de dijiyan, mirî bûn; hûn li pey yê li çûna dinê û ruhê ku niha di lawên bêîtaet in de çalak e, yanê, li pey serwerê hikumraniya li hewayê ve diçûn; demekî em hemû ûsa, di nava mirovan de bi cîh anîna xwestekên bedenê û aqil, li gor bedena xwe dijiyan û mîna yên din, bi xwezayî em jî zarokên xezebê bûn. Lê belê Xwedayê dilovaniya wî zêde ye, ji ber hezkirina xwe yî mezin, ya ku wî bi wê ji me hez kiriye, gava em hîn di nav sûcên xwe de mirîbûn jî, bi Mesîh re me vejand – hûn bi xêrê ve xelas bûn! – û me, bi wî re vejand û di Mesîh Îsa de li cîhên semawî da rûniştandin; vêya, bi qenciya ku di Mesîh Îsa de xuyayî me kir, bona bêdawîbûna dewlemendiya xêra xwe di demên werin de pêşkêş bike kir. Ji ber ku hûn bi rêya baweriyê, bi xêrê ve xelas bûn û ev ne ji we, xelata Xwedê ye. Bona ku kes pesnê xwe venede, ne ji dawiya karan e. Ji ber, bona ku em di karên qenc, yên ku Xwedê wan ji berê ve amade kiriye de bimeşin, em bona vana di Mesîh Îsa de avabûyî, berhemên wî ne. Bona vêya bînin bîra xwe ku, hûn, demekê yên ji neteweyên din ve bûyîne, yên ji aliyê kesên di bedenê de suneta bi dest ve hatiye kirin û bi navê bisunetî tên bîranîn, ên ji we re dibêjin bêsunet; wê demê hûn, bê Mesîh, di Îsraêlê de bê niştewarî û xerîbê peymanên di derheqê wadê de û li dinê bêhêvî û bê Xwedê bûn. Lê belê demekê hûn yên dûr mabûn, niha di Mesîh Îsa de, bi saya xwîna Mesîh ve nêzîk bûn. Ji ber yê ku her duyan kirine yek û dîwarê dabeşkirinê xera kiriye û neyariyê, di sazûmanan de zagona emiran, di bedena xwe de betal kirine, xweşiya me ew e; da ku, bila bi aşitî kirinê di xwe de ji her duyan mirovekî nû biafirîne û neyariyê wekî bi xaçê ve kuştibe, bi wê navditiyê her duyan di bedenekê de bi Xwedê re li hev bîne û ew hat û him ji we re, yên ku li dûra ne re û him jî ji yên nêzîk re mizgîniya dilxweşiyê da; ji ber ku di Ruhekî de ketina me her duyan ya hizûra Bavo bi navgîniya wî ye. Li gor vêya hûn êdî ne xerîb û mêvan in, lê belê bi pîrozan re hemgel û maliyên Xwedê ne. Hûn li ser bingeha ji şagirtan û peyxamberan ve, ya ku Mesîh Îsa bi xwe kevirê quncikê ye hatin ava kirin. Hemû xanî, bona ku di Xudan de bibe peretsgehekî pîroz, di wî de dizexme û bilind dibe; hûn jî tevî hev di Ruh de, bona ku bibin xaniyê Xwedê, di wî de tên ava kirin. Ji ber vê yekê ez, Pawlosê ku di oxra we netewan de girtiyê Mesîh Îsa, di derbarê wezîfeya xêra Xwedê ya ku bona we ji min re hatiye dayîn de, wekî ku berê hinekî ji we re nivîsandibûm, ger hûn ya ku raz li gor peyxamê têgihandiye min bihîstibin, dema hûn vêya bixwînin, hûn dikarin bi vêya, di raza Mesîh de têgehîştina min fam bikin; mîna ku niha bi Ruh ve ji şagirtên wî yên pîroz û ji peyxamberên wî re hatiye kişif kirin; raza ku neteweyan bi navgîniya yên mêrasker in û endamên pevra yên bedenê û Încîlê ve, di Mesîh Îsa de şirîkê wê ne, di nifşeyên din de ji zarokên mirov re nehat daxuyanî kirin. Li gor diyariya xêra Xwedê ya li gor çalakiya qudreta wî ji min re hatiye dayîn, ez bûm xizmetkarê vê Mizgîniyê. Bona dewlemendiya Mesîh ya ku nayê kişif kirin ji netewan re mizgînî kirinê û rêka rêza ku ji destpêkê ve, di Xwedayê ku her tiştî afirandiye de veşartiye nîşanî hemû mirovan bide, ev xêr, ji min, ji yê ku herî bêrumetê hemû pîrozan e re hate dayîn; da ku, bila zaniyariya Xwedê ya pirralî niha li gor teqdîra bêpêşî ya ku di Xudanê me Mesîh Îsa de kiriye, bi navgîniya Dêrê li cîhên ezmanî ji hikumraniyan re û qudretan re bê têgihandin; bi navgîniya baweriya ku ji wî re ye, bi ewlekariyê di wî de dilawêriya me û têketina me heye. Bo vêya ez rica dikim ku, hûn li berya keserên ku ez di oxra we de dikişînim newêrek nebin; ew bilindahiya we ne. Bo vê sedemê, ez li berya Bavê ku hemû malbatên li ezman û li rûyê erdê navê xwe ji wî stendine çong dişkînim, da ku, li gor dewlemendiya mezintiya xwe di zilamê ji dil de, bi navgîniya Ruhê xwe bi qudretê xwurtbûnê, bi navgîniya baweriyê rûniştina Mesîh ya di dilê we de rûnê bide we; da ku, bona hûn bi hemû tijîbûna Xwedê ve tijî bibin, wekî di hezkirinê de bireh û bi bingehbûnê ve; bi hemû pîrozan re, di vêya de, fêhm kirina berfirehî, dirêjî û bilindî û kûranî, ka çî ye û bi zanîna ku, hezkirina Mesîh ya ji zanînê ve gellekî seretatir e hûn şiyandar bibin. Bila li gor qudreta ku di me de çalak e, ji yê ku dikare ji xwesteka me an jî ji ya ku em fikirîne hê jî zêdetir bike re, di Dêrê de û di Mesîh Îsa de heta hemûya nifşan, ji abadînê abadînan ve mezinahî be! Amîn. Niha bo vê sedemê ez, yê di Xudan de girtiye, ji we bona li gor banga ku we girtiye bijîn rica dikim; bi hemû dilnizmî û xûnermiyê ve, bi tehemûl, di hezkirinê de ji hev û din re bisebir bin; xîret bikin ku hûn yekîtiya Ruh bi rêya dilxweşiyê ve biparêzin. Mîna ku hûn bi hêviyek ji bang kirina we ve hatine bang kirin, beden yek û Ruh yek; Xudan yek, bawerî yek, vaftîz yek, Bav û Xwedayê li ser hemûyan û yê bi her tiştî û yê di we hemûyan de ye, yek e. Lê belê xêr, ji me her yekî re, bi pîvana Mesîh ve hat bexşandin. Bona vêya dibêje: Derket bilindahiyan û bindestan li pey xwe birin û xelatan da mirovan. Niha ev gotina derket, ger ne gotina ew pêşiyê daket jêran, rûyê erdê nîn be, dê çi be? Yê ku daketiye jêr û bona her tiştî dagire, ji hemû ezmanan ve gellekî derketiye bilindahiyê eynî kes e. Wî bi xwe hinekan mîna şandî, hinekan peyxamber, hinekan mizgînkar, hinekan serek û mamoste bin, tayîn kirin; da ku, bila pîrozan bona wezîfeya xizmetê bikin û bona geş kirina bedena Mesîh bên xemilandin; heta ku em hemû di baweriyê de û di naskirina Lawê Xwedê de bigihêjin yekîtiyê, rayedariyê û em ê di tijîbûna Mesîh de bigihêjin mirovê kamiliyê; da ku, êdî bi xapînokbûna mirovan, bi hunera wanî ava kirina dafikên xapandinê ve, em nebin zarokên bi bayê her hînkirê ve li vira û li wira diherikin; lê belê em di hezkirinê de bi rasteqînî bikin û di hemû tiştan de berbi wî ve mezin bibin, ku, serî ew e, Mesîh e. Di serokantiya wî de hemû beden, bi alîkariya her movikê ve bi kelandin û bi zexmbûnê ve bi şuxula birêza her endamê xwe ve mezin dibe û di hezkirinê de pêş ve diçe. Niha, ez vêya dibêjim û di Xudan de şahdeyiyê dikim; êdî mîna jiyana neteweyên din, li gor ramanên vala ve nejîn; hişê wan kor bûye; ji berya nezaniya hundirê wan û bêhêsbûna dilê wan ve ji jiyana Xwedê re biyan mane. Wan bi winda kirina hemû hêsên xwe, bona bi çavbirçîtî ve hemû pîsitiyan bikin xwe dane kêfdariyê. Lê belê hûn bi vî awayî hînî Mesîh nebûn. Ger, mîna ku rastî di Îsa de ye we wê bihîstibin û di wî de hûn hatibin fêr kirin; li gor vêya afirandina kevnare ya bi azweriyên xapînokî aidê jiyana we yî berê ve xera bûye ji ser xwe bavêjin û bi ruhê fikirandina xwe ve nû bibin û di duristiya rastî û pîroziyê de mirovê nû yê li gor Xwedê hatiye afirandin li xwe bikin. Bona vêya derewê berdin; bila her yekî we bi cîranê xwe ve rastiyê biaxife; ji ber ku em endamê hev û din in. Hêrs bibin û gunehan mekin; bila roj ji ser hêrsa we ve neçe ava! Fersendê nedin Îblîs jî! Yê diziyê kiriye, bila êdî diziyê meke; lê belê hîn zêde bila bi destê xwe yê qenc bike û bixebite; bi vî awayî bila tiştekî wî hebe ku bi yê motaj re par bike. Bila qet gotina xerab ji devê we dernekeve; lê belê bona kesê ku bibîhzin jê qencîtiyê bigirin, li gor hewcê tiştên ku yên kesên din pêş ve bibe bibêjin. Rûhê Pîroz yê Xwedê bi keserê ve mexin! Bona roja xelasiyê, hûn bi wî ve hatin mor kirin! Bila bi her nêta xerab re, hêrsa bi her avayî, gir û xeyidandin, qêrîn, xeberdan û îftira dûrî we bibe! Ji hev û din re dilxweş û bişewqat bibin û mîna ku Xwedê we di Mesîh de bexşandiye, hûn jî hev û din bibexşînin. Niha mîna zarokên xoşewîst, Xwedê mînak bigirin û çawa ku Mesîh ji me hez kirîbe û xwe bona me bi pêşkêşiyek bêhnxweş û qurbanbûnek pêşkêşî Xwedê kiribe, hûn jî bi vî awayî di rêya evînê de bimeşin. Lê belê bila tu carî di nava we de zîna û tu qirêjî an jî çavbirçîtî bi bîr ve jî neyê; ev ne li gor pîrozan e. Bila di nava we de bêterbiyetî û axaftinê bi ehmeqî, an jî qerfên erzan, yên ku ne liyaq in, nîn be; lê belê hîn zêde şikir bikin. Divê hûn bi biryarî bi vêya bizanibin ku, mêrasa tu kesê fahş, an jî yê mindar, an jî yê çavbirçî ku tê mana pûtperestiyê di Serweriya Mesîh û Xwedê de nîne. Bila tu kes we bi gotinên vala ve nexapîne! Ji ber ku xezeba Xwedê ji ber vana tê ser lawên bêîtaetker. Bo vê sedemê nebin şirîkê wan! Ji ber ku demekê hûn tarî bûn, lê belê niha, hûn di Xudan de ronahî ne. Bi zarokbûna ronahiyê ve bijîn! Ji ber ku mêwa ronahiyê di her tewr qencî, duristî û rastiyê de ye. Bona hînbûna ka çi Xudan xoşnûd bike, bişuxulin û nebin hevparên karên tariyê yên bêmêw; lê belê hîn zêde wan eşkere bikin; ji ber ku qala tiştên ji aliyê wan ve dizîka dibin jî şerm e. Lê belê her tiştê ku eşkere dibe, ji aliyê ronahiyê ve xuya dibe; ji ber ku her tiştê xuya dibe ronahî ye. Bo vê yekê dibêje: Hişyar be, ya kesê di xewê de ye! Ji mirinê ve biveje! Dê Mesîh te ronahî bike! Wê demê ka hûn çawa dijîn, gellek balkêş bin; ne mîna kesên ku bê zaniyarî ne, lê belê mîna kesên zaniyar bijîn; fersendê bikirin; ji ber, rojên ku em tê de dijîn xerab in. Bo vê yekê bêaqil nebin, lê belê ka xwestina Xudan çî ye lê hîn bibin! Û bi xemrê ve serxweş nebin, di wê de kancitî heye; lê belê bi Ruh ve tijî bibin; ji hev û din re Zebûran, qesîdeyan û murxên ruhanî bibêjin û di dilê xwe de ji Xudan re murxan û Zebûran bixwînin; bêsekin, bo her tiştî bi navê Xudanê me Îsa Mesîh ji Bavo Xweda re şikir bikin; di tirsa Xwedê de bengî hev û din bibin! Ya pîrekno; mîna ku hûn bengî Xudan dibin; bengî mêrên xwe bibin. Ji ber ku çawa xelaskerê bedenê Mesîh serokê Dêrê ye, mêr jî serokê pîrekê ye. Lê belê mîna ku Dêr bengî Mesîh bûye, bila pîrek jî bi vî awayî di her rewşê de bengî zilamên xwe bibin. Ya zilamno, Mesîh çawa ku ji Dêrê hez kir û di oxra wê de xwe feda kir, hûn jî ûsa ji pîrekên xwe hez bikin; bona wê bi şuştina avê û bi paqij kirina gotinê ve pîroz deyne, xwe feda kir; ûsa ku, Dêrê bila li ser wê leke, qermiçandin, an jî bêyî tiştekî mîna vana bi rewşekî rewnaqî bi pîrozî û bêqisûrî pêşkêşî xwe bike. Mîna vêya, zilam jî deyndar in ku mîna bedena xwe ji pîrekên xwe hez bikin. Kî ku ji jina xwe hez bike, ji xwe hez dike; ji ber ku qet kesî, tu carî ji bedena xwe ve nekiribiye; lê wê xwedî dike û dihêvişîne, eynî mîna ku Mesîh Dêrê xwedî dike û dihêvişîne. Ji ber ku em, endamên bedena wî, ji goştê wî û ji hestiyê wî ne. Bona vêya dê zilam dayik û bavê xwe berde û xwe bi pîreka xwe ve girê bide û dê her du bibin bedenek. Ev rêz mezin e; lê belê ez vêya di derheqê Mesîh û Dêrê de dibêjim. Tevî vêya, bila her yekî ji we jî, bi vî awayî mîna xwe ji pîreka xwe hez bike û bila pîrek hurmetê ji zilamê xwe re bike! Ya zarokno, di Xudan de ji dayik û bavên xwe re îtaet bikin; ji ber ku ev rast e. Hurmetê ji bav û dayika xwe re bike, (emrê yekemîn yê bi wadê re ye, ev e); da ku: Bila ji te re bibe qencî û tu li dinê temen dirêj bibe! Û ya bavikno, hêrsa zaroyên xwe hişyar mekin; lê belê wan bi perwerde û şîreta Xudan ve mezin bikin. Ya dîlno, gotinên efendiyên xwe yî li gor bedenê, mîna guhdana gotina Mesîh bi birêzî û tirsê ve, bi dilê paqij ve guhdarî bikin. Lê vêya mîna kesên ku bona dilxweş kirina mirovan dixwazin, bona bi çavan re xweşik xuya bike, mekin. Lê belê mîna qûlên Mesîh, xwestina Xwedê ji can ve bînin cîh. Û ne mîna ji mirovan re, mîna ji Xudan re xizmet dikin, ji dil ve xizmetê bikin û dixwaze bila kole, dixwaze bila azad bibe, hûn dizanin ku dê her kes bersiva her qenciya xwe ji Xudan ve bistînin. Û ya efendîno, hûn jî mîna vêya bi dîlên xwe re eynî tiştî bikin û tehdîtê li wan nekin; hûn dizanin ku Xudanê we û wan li ezman e û ew di nava mirovan de cihêtiyê nake. Welhasil, di Xudan de û di quweta qudreta wî de bihêz bibin. Bona ku hûn bikaribin li dijî hîleyên Îblîs bisekinin, hemû çekên Xwedê hilgirin. Ji ber ku şerê me ne li dijî xwînê û goşt e, lê li dijî rêvebiriyan, li dijî serweriyan, li dijî hêzên vê dinya tarî, li dijî artêşên xerabiyê yên ruhî, yên li cîhên ezmanî ne. Ji ber vêya, bona berxwedana roja xerab û bona ku li pey çêkirina her tiştên hewce li cîhê xwe bisekinin, hemû çekên Xwedê hilgirin. Bi vî awayî, wekî ku pişta xwe bi rasteqîniyê şidandî û zirxê dadiyê li xwe kiribe û bi amadekariya Mizgîniya xweşiyê wekî li lingên xwe pêkiribin, li cîhê xwe bisekinin. Tevî vana hemûyan, mertala xwe yî baweriyê ya hemû tîrên şerkar bi agir ditefîne jî rahêlin destê xwe. Û mîxfera xelasiyê û gotina Xwedê ya ku şûrê Ruh e, hilgirin; bi dua û li ber gerîna bi her awayî, her tim di Ruh de dua bikin û ji bo vê yekê, bi bergerandina bona hemû pîrozan, bi bexşandinek bêkêmasî hişyar bimînin. Û bona ku ez raza Mizgîniya ku di oxra wê de, di zincîrê de niwêneriyê dikim; bi dilawêrî daxuyanî bikim, bila di vebûna devê min de gotin ji min re bête bexşandin; da ku, mîna ji min re hewce dike, ez bona gotinê di wê de bi cesaret bim, ji bo min jî dua bikin! Lê belê bona ku hûn bizanibin ez çawa me, çi dikim, dê birayê me yî bi rêz û xizmetkarê Xudan yê ewle Tîhîkûs her tiştî agahî we bike. A vay, min wî bona vî tiştî ji we re şand; da ku, hûn tiştê di derheqê me de ne bizanibin û ew xemrewîniyê li dilê we bike. Bila ji Bavo Xwedê û Xudan Îsa Mesîh ve ji birayan re bi xweşî, bawerî û hezkirin be. Bila xêr bi hemû kesên ku ji Xudanê me Îsa Mesîh bi hezkirinek bêdawî ve hez dikin re be! Amîn. Ji qûlên Mesîh Îsa, ji Pawlos û ji Tîmotêyos ve, ji çavnêrîvan û wezîfedaran û ji hemû pîrozên di Mesîh Îsa de, yên ji Fîlîpiyê ne re: Bila ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh ve xêr û xweşî ji we re be! Her ku we di bîra xwe de tînim, şikiriyê ji Xwedayê xwe re dikim. Ez di her duayê xwe de, ji ber hevkarîtiya we ya di belavkirina Mizgînê, a ji roja pêşîn heta îrojê de, bona we hemûyan, her tim bi dilşadî niyazan dikim. Ji ber ku ez bawer im; yê ku di we de dest bi karekî qenc kiriye, dê vî karî heta roja Mesîh Îsa biqedîne. Ez mafdar im ku bona we hemûyan wusa bifikirim. Ji ber ku hûn di dilê min de ne. Ez, dixwaze zincîrkirî bim, dixwaze jî bi parastina Mizgînê serrast kirinê bikim, hûn hemû tevî min şirîkên sayeya Xwedê ne. Ji ber, Xwedê şahdeyê min e ku, min bi hezkirina di dilê Mesîh Îsa de çawa bêriya we hemûyan kiriye. Û ji bo vêya dua dikim ku, bila hezkirina we, di zanîn û di haybûna bi her awayî de bêsekin zêde bibe. Ûsa ku, bila hûn zanibin qîmetên sereta cihê bikin û bi vî awayî, bona bilindî û pesnahiya Xwedê, bi mêwa rastiyê ya ku bi navgîniya Îsa Mesîh ve hatiye tijî bibin û heta roja Mesîh pak û bêqisûr bibin. Birano, ez dixwazim ku hûn vêya bizanibin; tiştên ku hatine serê min, herî zêde li qenciya belavbûna Mizgîniyê bûye; wusa ku, hemû nobedarê qesrê jî tev de, her kes hîn bû ku min di oxra Mesîh de li zincîran xistine û gellekên birayan jî, ji ber zincîrkirina min, bi Xudan ve ewle dibin û di gotina kelama Xwedê de hîn jî dilawêr dikin. Bi rastî hin kes Mesîh bi çavnebarî û pêşbaziyê, hin kes jî bi nêta qenc ve waz didin; vana dizanin ku ez bona belav kirina Mizgîniyê hatime wezîfedar kirin û vêya bi hezkirinê çê dikin; lê belê yên din jî Mesîh ne bi dilê paqij, dibêjin qey dê di girtîbûna min de tengasiyê ji min re derxînin, bi azweriyên ezperestiyê ve didin nasîn. Ma çi be? Dixwaze bila bi nêta xerab, dixwaze bila ji rastiyê be, di her rewşê de Mesîh tê danasînê; ez bi vêya kêfxweş dibim û ez dê kêfxweş bibim jî. Lewma dizanim ku, bi duayên we û bi alîkariya Ruhê Îsa Mesîh, dê vêya ji bona xelasiya min be; li gora bende mayîna min, ya tîndar û hêviya min, ez ê di tu tiştî de neyêm şermezar kirin, lê belê mîna ku her tim dibe, niha jî, divê bi jiyanê, divê bi mirinê be, dê Mesîh di bedena min de, bi dilawêriyek bitûmî bête bilind kirin. Ji ber ku jiyan bona min Mesîh e, mirin jî qezenc e. Lê belê di bedenê de jiyîn jî, ger ev, di karê min de dê berê bîne, wê gavê nizanim ez ê çi hilbijêrim. Lê belê ez ji her duyan aciz dibim; ez dixwazim ku cuda bibim û tevî Mesîh bimînim; ji ber ku ev hîn jî zêde qenc e; lê belê di bedenê de mayîna min, bona we hîn jî hewce ye. Û ez ji vêya ewledar im û ez dizanim ku, ez ê bimînim û bona ku hûn di baweriyê de geş û dilxweş bibin, ez ê li cem we hemûyan bimînim; da ku, dema ez dîsa bêm cem we, hûn di Mesîh Îsa de hîn jî bi min pesnahiya xwe vedin. Lê bila jiyana we liyaqî Mizgîniya Mesîh be, da ku, ez bêm û we bibînim jî û ez neyêm jî, tiştên di derheqê we de, di ruhekê de pêdandî sekina we, bona baweriya Mizgîniyê, mîna canekî bi hev re xebata we û di tu tiştî de ji yê ku li dijî disekinin ve netirsîna we ez bibihîzim; ev, ji wan re helaq; lê belê ji we re nîşana xelasiyê ye; ew jî ji Xwedê ye. Ji ber ku di oxra Mesîh de tenê cihêtiya bi wî ve bawerkirinê nedane we, lê belê bona hûn bibin xwediyê xebata ku we di min de dîtine û niha di min de dibihîzin û di oxra wê de keserê kişandin jî ji we re hate dayîn. Bi vî awayî ger di Mesîh de cesaretek, ger xemrevîniyek ji hezkirinê ve tê û di Ruh de yekîtî hebe, ger hezkirinek û dilovaniyek ji dil hebe, kêfxweşiya min temam bikin; da ku, bila eynî hezkirina we hebe û hûn wekî dilekî bin û di fikirandina yek fikirî de bin. Tu tiştî bi ezîtiyê û bi pesnahiya vala ve mekin; lê belê bi dilnizmiyê ve, bila her yek yê din ji xwe sereta bihesibîne; bila her yekî ji we ne li karên xwe, lê belê bila her yekî ji we li karên yê din jî binihêre. Ramana di Mesîh Îsa de bû, bila di we de jî hebe; ew Mesîhê ku, çawa di haweya Xwedê de bû jî, lê bi Xwedê re wekheviyê mîna xenîmetekê nehesiband; lê belê ji bilindahiya xwe tazî bû û hawe ya qûla girt û di mînakbûna mirovan de bû; û di awayiyê de wekî mirov hate dîtin û heta mirinê, belê heta mirina xaçê îtaet kir û xwe nizm kir. Bo vê yekê Xwedê wî gellekî bilind kir û navê ku seretatirê her navî ye jê re bexşand; da ku, di navê Îsa de bila hemûyên li ezman in û li erdê ne û di bin erdê de ne, çong bişkînin û bona bilindahiya Bavo Xwedê, her ziman bi gotina, Îsa Mesîh Xudan e, mukir werin. Ji ber vê yekê, ya xoşewîstên min, mîna ku we her demî îtaet kirine, ne tenê dema ez di nava we de bim, lê belê niha di tunebûna min de hîn jî zêde bi tirs û lerizîn, bona xelasiya xwe bixebitin. Ji ber, yê bona tiştên ku wî xoşnûd bike hûn him bixwazin û him jî bikin di we de çalak e, Xwedê ye. Her tiştî bê gotin û bê keftûleftê çêkin; da ku, bila hûn bi gotina jiyanê ve bi şidandî pêçayî û li cem van nifşeyên xwar û ji rê derketî de, di nava wan de mîna stêrkên di kaînatê de bibiriqin, pak û bêqisûr, bibin zaroyên Xwedê, yên bêleke; da ku, ez jî bibînim ku li cîhê vala baz nedame û li cîhê vala keda xwe nedame û di roja Mesîh de bibim xwediyê sedema pesnvedanê. Lê belê ger ez li ser pêşkêşiya baweriya we û xizmeta wê ve mîna qurbanekî rijandinê bêm qurbankirin jî, ez kêfxweş dibim û bi we hemûyan re kêfxweş dibim; mîna vêya hûn jî kêfxweş bibin û bi min re kêfxweş bibin! Lê belê ez di Xudan Îsa de hêvî dikim ku di nêzîk de Tîmotêyos ji we re bişînim; da ku, ger ez jî tiştên di derheqê we de hîn bibim, dilê xwe aram bikim. Ji ber ku kesekî minî din, mîna wî bifikire û ji dil bi rewşa we re têkiliyê deyne tune. Ji ber ku hemû tiştên xwe difikirin, ne tiştên Mesîh Îsa! Lê belê bi dilsoziya wî ya ku hatiye ceribandin û mîna ku law xizmetê ji bav re bike, wî bi min re, bona pêş ve birina Mizgîniyê xizmetê kiriye, hûn dizanin. Her çi rewşa min eşkere bibe nebe, ez hêvî dikim ku ez ê wî ji we re bişînim. Lê belê bi Xwedê ve baweriya min ew e ku, ez bi xwe jî di nêzîk de werim. Lê belê min hewce dît, şagirtê ku we bona dema teng de alîkariyê ji min re bike şandibû, birayê min, kedkarê min û yê ku me pev re têkoşînê dida Êpafrodît vegerînim, ji we re bişînim. Ji ber ku bêriya we hemûyan dikir û ji ber ku we nexweşiya wî bihîstiye, zehf xemgîn bû. Bi rastî jî ew di dereca mirinê de nexweş ketibû; lê Xwedê ji wî re, ne tenê ji wî re, lê belê bona ez êşê bi ser êşê ve nebînim ji min re jî dilovaniyê kir. Niha bona ku hûn bi dîsa dîtina wî ve kêfxweş bibin û xemgîniya min jî kêm bibe, min wî hîn jî zû şand. Niha wî di Xudan de bi hemû kêfxweşiyê ve bêkêmasî qebûl bikin û kesên mîna wî birûmet bikin. Ji ber ku bona alîkariya ku we nikarîbûn ji min re bikirana, bike, canê xwe avêt talûkê û di oxra karê Mesîh de nêzîkî mirinê bû. Welhasil birayên min, di Xudan de kêfxweş bin! Ji we re nivîsandina tiştên wekhev, aciziyê nade min; lê belê ewlekariyê dide we. Xwe ji kûçikan ve biparêzin, ji karkerên xerab ve xwe biparêzin; ji jêkirinê ve xwe biparêzin! Ji ber ku bisunetiyên rastî em, yên bi navgîniya Ruhê Xwedê ve peristinê dikin, bi Mesîh Îsa ve pesnahiyê didin û bi bedenê ve ne bawer in. Bi rastî ez dikarîbûm bi bedenê jî ewle bibûma; ger kesek din dibêje qey ew bi bedenê ewle bibe, ez hîn jî zêde; ez ku, roja heyştemîn hatime sunetkirin, ji nîjada Îsraêl, ji eşîra Benyamîn, ji Îbraniyan Îbraniyek; li gora zagonê Fêrisî, li gora xîretê, yê ku zilmê li Dêrê dikir; li gor rastiya ku di zagonê de ye, bêqisûr bûm. Lê belê min her tiştên ku ji min re dibe qezenc, di oxra Mesîh de zerar hesiband. Belê, ji ber bilindahiya zanîna Xudanê min Îsa Mesîh, yê ku min di oxra wî de her tiştên xwe winda kiriye, bi rastî jî her tiştî zirar dihesibînim û gihûr dihesibînim; da ku, ez Mesîh qezenc bikim û ne rastiya min, ya ku ji zagonê ye, lê belê bi baweriya Mesîh ve, bi rêya baweriya ji Xwedê ve û wekî rastî û baweriya min hebe, ez di wî de bêm dîtin; ez bi girtina sûretê mirina wî, wî û bi qudreta vejîna wî û bi şirîkantiya keserên wî bizanibim; da ku, bi rêyekê ji miriyan bigihêjim vejînê. Ez nabêjim ku ji niha ve gîhaştime vana, an jî ji niha ve gîhaştime wê rayedariyê; lê belê bona xelata ku Mesîh bi qezenc kirina min ve daniye qezenc bikim baz didim. Birano, ez hîn xwe, vana qezenc kirî nahesibînim; lê belê vêya dikim: Hemû tiştên li dawiyê maye ji bîr dikim û bi dirêjbûna hemû tiştên pêşiyê ve bona qezenc kirina xelata ku Xwedê di banga xwe yî ezmanî de ya di Mesîh Îsa de daniye ber bi armancê ve baz didim. Li gora vêya bila hemû gîhaştiyên me di vê ramanê de bin û ger di babetekî din de, ramanekî we yî din hebe, dê Xwedê vêya jî bi eşkeretî xuyayî we bike. Lê tiştê ku em gihîştinê çi be, em bi eynî zagonê ve bimeşin! Birano, hûn hemû bi hev re min mînak bigirin û di jiyana kesên ku li gora mînakên me dijîn de balkêş bin. Ji ber ku, mîna min bi caran di derheqê wan de ji we re gotiye, niha jî di nava hêsirên çavan de dîsa dibêjim; gellek kesên dimeşin hene ku, neyarên xaça Mesîh in. Dawiya vana têkçûn e; îlahê vana hûrê wan e û bi şermên xwe pesnên xwe vedidin, tenê vê dinê difikirin. Lê belê welatê me li ezmana ye; em ji wir li benda Xelasker; Xudan Îsa Mesîh in jî. Ew, bi çalakiya hêza xwe yî dikare her tiştî bi xwe ve girêde, dê bedenên me yî ketî jî biguherîne û bike mîna bedena xwe yî bilind. Ji ber vê yekê, ya xoşewîstno, kêfxweşiya min, taca serê min, birayên minî xoşewîst, yên min ji dil bêriya wan kiriye, bi vî awayî di Xudan de ûsa sabît bisekinin! Ez ji Evodiya ve rica dikim û Sîntîhê ve rica dikim, bila di Xudan de di ramanekî de bin. Belê, ya rêhevalê minî rasteqîn; li ber te jî digerim, alîkariyê ji wan re bike; ji ber ku ew bi min re, bi Klêment re û bi kedkarê min ên din yên navê wan di pirtûka jiyanê de ne re, bona Mizgîniyê têkoşînê kirin. Di Xudan de her tim kêfxweş bin; dîsa dibêjim: Kêfxweş bin! Bila sernermiya we ji aliyê hemû mirovan ve bê zanîn. Xudan nêz e! Di tu tiştî de xemê nekişînin; lê belê bila di her tiştî de xwestekên we, ji Xwedê re, bi dua û lavayan, bi şikiryê ve bête gîhandin û aştiya Xwedê ya ku hemû hînkirinan derbas dibe, dê di Mesîh Îsa de dilên we û ramanên we biparêze! Welhasil, ya birano, çi rûmetên rastî, birêzî, rasteqînî, pak, xweşik û dilovanî hebe, çi rûmetên liyaqî pesnahiyê û bixûpakî hebe, wê bifikirin! Yê ku hûn hîn bûne, we qebûl kirine, bihîstine û her çi tiştê ku we di min de dîtine jî bikin û dê Xwedayê dilxweşiyê bi we re be. Niha, ji ber ku we fikirê xwe yî di derheqê min de ne, di dawiyê de nû kirine, ez di Xudan de zehf kêfxweş bûm û we di vê babetê de jî difikirîn, lê belê fersenda we tunebû. Gotina min ne di derheqê hewcedariyê de ye; ji ber ku ez di her rewşa ku tê de me, hînî qinyatkariyê bûme. Ez bi xizanî kişandinê jî dizanim, di nav firehiyê de jînê jî. Di her tiştî û di hemû tiştan de ez hînî raza him têrbûnê, him birçîbûnê, him di firehiyê de bûnê, him jî di motajiyê de bûnê, bûm. Ez dikarim bi navgîniya yê ku min bi hêz dike, her tiştî bikim. Lê belê we qenc kir ku tengasiyê min, bi min re par kirin. Û ya Fîlîpiyan, hûn jî dizanin ku, di destpêka Mizgîniyê de, dema ez ji Makêdonyayê derketim, di babeta dayîn û stendinê de xeynî we tenê, qet tu Dêr beşdarî min nebû. Ji ber ku dema ez li Selanîkê bûm jî, li ser motajiya min we yek du cara ji min re şandin. Ji ber ku ez li diyariyê nagerim; lê belê li hilbera li gor hesabê we zêde bûye ve digerim. Lê belê her tiştê min heye û ez di firehiyê de me; tiştên ku ji we hatine ji Êpafrodît ve stendim û tijî me; vana pêşkêşiyên bêhn xweş, qurbanên meqbûl yê ku bi Xwedê ve xweş xuyanî dibin e. Û Xwedayê min her hewceyên we, dê bi dewlemendbûna xwe, di Mesîh Îsa de bi rewnaqiyê ve bibîne. Bila ji Bavê me Xwedê re, heta bi abadîna abadînan ve bilindahî be! Amîn. Ji her yê pîroz re di Mesîh Îsa de silavê bikin! Birayên li cem min in, silavê li we dikin. Hemû pîrozan û bi taybetî yên maliyên Qeyser in, silavê li we dikin. Bila xêra Xudanê me Îsa Mesîh bi we hemûyan re be! Amîn. Ji Pawlosê ku bi viyana Xwedê bûye şagirtê Mesîh Îsa û ji birayê Tîmotêyos, ji birayên di Mesîh de pîroz û dilsoz, yên ku li Kolosê ne re: Bila ji Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh ve, ji we re xêr û xweşî bibe! Di Mesîh Îsa de baweriya we û di kelama rasteqîn ya Mizgîniya ku ji we re hatiye de, bi sedema hêviya ku we di derheqê wê de ji berê ve bihîstine, bona we li ezmanan veşartî ye; wekî me ji hezkirina we ya bi hemû pîrozan re ye bihîstine bin, her tim bona we bi dua kirinê, em ji Xwedê û Bavê Xudanê me Îsa Mesîh re şikir dikin. Ew Mizgînî mîna ji roja ku we wê bihîst û bi rastî jî hînî xêra Xwedê bûn di nava we de ye, di hemû dinê de jî mêwan dide û mezin dibe. We vêya ji xizmetkarê Mesîh, yê dilsoz, yê ji bo we ye, ji hemkedkarê me yî xoşewîst Êpafras ve bihîstin; wî jî hezkirina we yî di Ruh de têgîhand me. Ji ber vê yekê, ji roja ku me vêya bihîstiye, em jî bona we ji dua û lava kirinê, bi hemû zanyarî û fêhm kirina ruhanî ve ji xwestina bona ku hûn xwestina wî bêkêmasî bizanibin paş ve nesekinîn; da ku, hûn bi liyaqiya Xudan ve bijîn û wî ji her alî ve xoşnûd bikin, bona ku hûn di her karê qenc de hilberê bidin û di nasîna Xwedê de pêş ve biçin, em dua dikin. Em dixwazin bona ku hûn li berya her tiştî bi kêfxweşiyê baldirêjî bin, xwe bispêrin hêza wî û bi qudretê ve xwurt bin; hûn ji Bavo yê ku me bona şirîkantiya mêrasa pîrozan ya di ronahiyê de ye ehîl daniye re şikiryê bikin. Wî, me ji hukimraniya tariyê ve xelas kir û danî serweriya Lawê xwe yî xoşewîst. Em di xwîna wî de xwediyê xelasiyê û efû kirina gunehên xwe ne. Ew xuyakirina Xwedayê ku xuya nabe, pêşî zayiyê hemû afirandinê ye. Ji ber ku li ezman û erd, hemû tiştên xuya dibin û yên xuya nabin, textan, serweriyan, rêvebiriyan û hukimraniyan, her tişt di wî de hate afirandin; hemû tişt bi navgîniya wî û bona wî hatine afirandin. Yê berî her tiştî heye ew e û her tişt hebûna xwe di wî de didomînin. Û serê bedenê, yanê, serê Dêrê ew e; bona ku di her tiştî de cîhê pêşîn bigire, yê destpêk û di nava miriyan de pêşiyê bûyiye ew e. Ji ber ku (Xwedê) li cîh dît ku bila hemû tijîbûna xwe di wî de be û razî hat ku bi xwîna xaça wî ve, bi ava kirina aşitiyê divê tiştên ku li erdê ne, divê tiştên ku li ezman in, bi navgîniya wî ve hemû bi xwe re li hev bên. Û hûn jî, demekê di fikrandina xwe û di karên xwe yî xerab de biyan û neyar bûn, lê belê niha di bedena xwe yî goşt de, bi navgîniya mirinê ve wî hûn li hev anîn; ger hûn ji hêviya Mizgîniya ku ez, Pawlos xizmetkarê wê me, ya ku we bihîstine û ji hemû afirên di bin ezmanan de ne re tête waz kirin, tev nelibitin; di baweriyê de bi bingehîbûnê û pêdandî bidomînin, dê we bi pîrozî û bêleke û bi bêsûcî di hizûra wî de pêşkêş bike. Ez niha ji bona we keser kişandina xwe ve kêfxweş dibim û kêmasiya tengasiyên di oxra Dêra ku bedena Mesîh e de, ji aliyê min ve di bedena xwe de temam dikim. Ez, bona kelama Xwedê, raz a ku ji dewr û nifşan ve hatiye veşartin, li gor rêzkirina bona we, ya Xwedê, ya ji min re hatiye dayîn, bûm xizmetkarê Dêrê; lê belê raz, ji pîrozên wî re niha hate daxuyanî kirin; di nav neteweyan de dewlemendiya bilindahiya vê razê ka çî ye, yanê, Xwedê xwest bigehîne wan ku, Mesîhê ku hêviya bilindahiyê ye, di we de ye; vêya jî em, bona ku her mirovî di Mesîh de bi kamilbûnê pêşkêş bikin, ji her mirovî re bi şîret û ji her mirovî re bi hemû hîkmeta wê hînkirinê ve bang dikin; bo vê yekê ez jî li gor kirinên wî yên bi qudretê ve dike, bi cehd û xebatê ve têkoşînê didim. Ji ber ez dixwazim hûn bizanibin ku divê bo we, divê bo yên li Laodîkyayê ne û divê jî bo yên tu carî wecê min nedîtine, ez çi têkoşînek mezin didim; da ku, bila dilê wan metirsiyê bibîne û bila di hezkirinê de yek bibin; yanê, bila bigihêjin hemû dewlemendiya ewledariya hînkirê daye û raza Xwedê, Mesîhê ku hemû xezîneyên zaniyarî û zanînê tê de veşartiye, nas bikin. Ez vêya, bona tu kes we bi gotinên nerm ve nexapînin dibêjim. Ji ber ku her çiqas ez bi bedenê ne di nav we de bim jî, bi ruhî tevî we me; ez birêzbûniya we û zexmbûna baweriya we yî bo Mesîh dibînim û kêfxweş dibim. Wê demê we çawa Xudan Mesîh Îsa qebûl kiribin, bi wî awayî di wî de bijîn û bi şikiryê ve tijî bibin, di wî de bi reh bibin û bi avahîbûnê mîna ku hînî we bûye di baweriyê de bi hêz bibin. Xwe biparêzin! Bila tu kes bi gotinên vala û xapînokî, bi felsefeya xwe yî ne li Mesîh, li kevneşopa mirovan û seretayên bingehê dinê ve spartî ye we talan nekin; ji ber ku hemû tijîbûna Xwedayî bi bedenî di wî de ye; serê her rêvebir û serweriyê ew e û hûn jî di wî de gîhaştin tijîbûnê. We di suneta Mesîh de, bi ji xwe kirina bedena goşt, bi suneta ku bi dest ve nayê çêkirin hûn di wî de hatin sunet kirin. Di vaftîzê de hûn bi wî re hatin binax kirin û bi bawerî anîna hêza Xwedayê ku wî ji mirinê ve vejandiye, hûn jî bi wî re vejiyan. Dema hûn ji berya sûc û bêsunetbûna bedena xwe mirî bûn, wî hemû sûcên we bexşandin, we tevî wî vejandin. Wî zagona nivîsî ya ku bi qaîdeyên xwe li dijberê me bû, paqij kir, wê li xaçê xist û ji navendê rakir. Dema wî çekên di destê serwerî û rêvebiriyan de girt, wan di xaçê de bindest kir û bi vî awayî her tiştî bi eşkeretî li ber çavan raxist. Bo vê sedemê bila tu kes di derheqê xwarin û vexwarin, cejn, an meha nû, an jî roja Sebtê de we daraz neke; vana, siya tiştên ku dê were ne, lê belê ya esil di Mesîh de ye. Bila tu kesên di dilnizmiya sexte û peristina milyaketan de di ber xwe didin, yên li ser xewnên xwe yî dîtiye disekine û bi ramanên ezitiya xweza ve li cîhê vala quretiyê dikin û yên nikarin xwe bi Serî ve bigirin, we bêyî xelata we nehêlin. Bi alîkariya hemû beden, movik û peywendiyan ji vî Seriyî xwe têr dike û temam dibe, bi mezinbûna ku Xwedê dide geş dibe. Ger hûn tevî Mesîh, ji seretayên bingehî yên dinê re mirine, ma çima hûn mîna yên di dinê de dijîn, li pey qaîdeyên mîna: Vêya negre, vêya tam neke û dest vêya nede, diçin? Hemûya vana, bona tiştên bi şuxulandinê ve tune bibin e; spartî emir û hînkariyên mirovan e. Bê şik, ji aliyê ji dil ve peristinê, dilnizmiya sexte û ji bedenê re eziyet kirinê de, xuyakirinek zaniyarî ya van qaîdeyan heye; lê belê bona berketina têkçûna ezitiya xweza, tu qenciya wan nîne. Niha, ger hûn tevî Mesîh vejiyabin, tiştên li ezmanê ne bigerin; Mesîh li wir, li rastê Xwedê rûniştiye. Ne li tiştên erdê ne, tiştên ku li ezmanê ne bifikirin. Ji ber ku hûn mirin, jiyana we tevî Mesîh, di Xwedê de veşartî ye. Mesîhê ku bûye jiyana me, kengî xuyanî bibe, wê çaxê hûn ê jî bi wî re, di bilindahiyê de bêne xuyanî kirin. Bo vê sedemê endamên xwe yî li ser rûyê erdê: Zînayê, pîsitî, azwerî, xwestekên xerab û çavbirçîtiya tê mana pûtperestiyê, bikujin! Ji ber vana, xezeba Xwedê, bi ser lawên bêîtaetê ve tê. Dema ku hûn di nava vana de dijiyan, hûn jî demekê di wan de dimeşiyan. Lê belê niha, hûn jî: Hêrsê, girrê, xerabiyê, îftirayê, ji devê xwe ve gotinên bêedebî, giştikî bavêjin. Derewan ji hev û din re mekin; ji ber ku we afirandina kevin, tevî elimandinên xwe yî xerab ji ser xwe derxist û avêtin. Û we afirandina nû, ya li gor wekhevbûna Afirderê xwe bona gîhaştina zanîna bêkêmasî hatiye nû kirin, li xwe kirin; di wê de cihêtiya Grek û Cihûd, bisunet û bêsunet, barbar, Îskît, dîl û azadan nîne; lê Mesîh her tişt e û di her tiştî de ye. Bi vî awayî hûn, mîna yên ji aliyê Xwedê ve bi pîroz û xoşewîstiyê ve hatine bijartinê, qenciyê, dilxweşiyê, dilnizmiyê, sebr û nermiyê li xwe bikin; bila têkiliyên we yî bi hev û din re, dilxweş û nerm bibin; ger giliyê yekî ji we, ji yê din hebe, mîna ku Xudan we bexşandiye, hûn jî hev û din wusa bibexşînin. Li ser hemûyan vana ve hezkirina ku peywendiya kemaliyê ye li xwe bikin. Bila dilxweşiya Mesîh, di dilê we de dadmend bibe; ji vêya re jî hûn di bedenekê de hatin dawet kirin û bibin yên şikiryê dikin! Bila gotina Mesîh, bi hemû dewlemendbûna xwe di hundirê we de bijî; bi hemû zaniyariyê hînî hev û din bikin, şîreta bidin hev, bi gotina Zebûran, qesîdeyan û murxên ruhanî di dilê xwe de bi şikiryê awazan bilindî Xwedê bikin. Û her çi ku hûn di gotinê de, an jî di şixulê de bikin, hemûyan bi navê Xudan Îsa û bi navgîniya wî ji Bavo Xwedê re şikiryê bikin û çêkin. Ya pîrekno, li gor di Xudan de liyaq be, bengî zilamên xwe bibin! Ya zilamno, ji pîrekên xwe hez bikin û li dijî wan muameleya tehl mekin! Ya zarokno, di her tiştî de ji dayik û bavên xwe re îtaet bikin; ji ber ku ev, Xudan xoşnûd dike! Ya bavikno, zarokên xwe neêşînin; ya na dê metirsiya wan bişkê! Ya dîlno, di her tiştî de ji efendiyên xwe yî li gor bedenê re îtaet bikin; vêya ne mîna kesên ku dixwazin mirovan xoşnûd bikin, xizmeta li ber çavan xweş dibe dikin, lê bi dilê pak û bi tirsa Xudan bikin. Bi zanîna hûn dê ji Xudan ve xelata mêrasê bistînin, her çi hûn bikin, ne mîna ku ji bo mirovan dikin, mîna ku bona Xudan dikin ji dil çêkin; hûn ji Xudan Mesîh re qûlitiyê dikin! Lê belê yê ku neheqiyê dike, dê bersiva neheqiya ku kiriye bistîne û di nava mirovan de cihêtî nîne. Ya efendîno; bizanibin ku li ezman Efendiyek we jî heye û bi vî awayî ji dîlê xwe re bidad û wekheviyê ve têkiliyê deynin. Xwe bidin duayê û di wê de hişyar bimînin û şikir bikin. Di eynî demê de bona me jî dua bikin, da ku, bila Xwedê, bona gotina wî belav bikin û bona raz a Mesîhê ku ez di oxra wî de hatime mehkûm kirin daxuyanî bikin, bila deriyek ji me re veke û bona ez vê razê li gor ku hewceye bi eşkeretî belav bikim. Fersendê bistînin û li dijî yên ku li derve ne, bi zaniyariyê ve bimeşin. Bona hûn bizanibin ku ji her kesî re ka dê bi çi awayî bersiv bête dayîn, bila gotina we, mîna bi xwê ve hatibe perwerde kirin, her tim bi xêrê be. Birayê me yî birêz, Tîhîkûsê di rêya Xudan de hemkedkarê min û xizmetkarê ewledar, dê hemû tiştê di derheqê min de bigehîne we. A vay, bi vê armancê bona ku rewşa me bigehîne û metirsiyê bide dilê we, min wî ji we re, tevî yekî ji we, birayê ewledar û birêz Onîsîmûs şand; ew dê hemû tiştên li vir dibin, bigihînin we. Hevalê minî girtîgehê Arîstarkûs û biraziyê Barnabas Marqos, – we emiran di derheqê wî de girtin; ger were cem we, wî qebûl bikin – û Yêşûyê ku jê re Yûstûs tête gotin, ji we re silav dikin; vana yên ji bisunetbûnê ve ne; bona Serweriya Xwedê tenê vana hevalên min yên xebatê ne û ew ji min re bûn xemrevînî. Yekî ji we û yê ku qûlê Mesîh Îsa ye, Êpafras silavê li we dike; bona ku hûn bi xwestina Xwedê ve girêdayî bimînin û rayedar û xwedîbûna ewledariyek bê kêmasî li ser pêlan bimînin, ew her tim ji bo we bi duayê ve ceng dike. Ji ber ku ez di derheqê wî de şahdeyiyê dikim ku, him bona we û him jî bona yên li Lawdîkyayê û Hêrapolîsê ne, pirr ked daye. Hekîmê birêz Lûqa û Dîmas silavê li we dikin. Ji birayên li Lawdîkyayê ne re, ji Nîmfa re û ji Dêra ku li mala wî ye re silavê bikin. Û paşî ku vê nameya di nava we de hate xwendin, wusa bikin ku, bila di Dêra Lawdîkyayê de jî bê xwendin û hûn jî nameya ku ji Lawdîkyayê ye, bixwînin. Û ji Axrîpo re: Bona xizmeta ku te di Xudan de girtiye bibe serî, balkêşê wê be! bibêjin. Ez, Pawlos, vê silavê bi destê xwe ve dinivîsînim. Girêdana min di bîra xwe de bînin! Bila xêr bi we re be! Amîn. Pawlos û Sîlvanos û Tîmotêyos, ji Dêra Selanîkiyan, ya ku di Bavo Xwedê de û di Xudan Îsa Mesîh de ye re: Bila xêr û xweşî ji we re be! Em di duayên xwe de we di bîr de tînin û her tim, bona we hemûyan şikiryê ji Xwedê re dikin. Em, çalakiya we yî dexla baweriyê, keda we yî xwe spartiye hezkirinê û berxwedaniya we yî ji hêviya ku we bi Xudanê me Îsa Mesîh ve girê dayîne, li ber Bavê xwe Xwedê her tim bi bîr tînin. Birayên minî Xwedê ji wan hez dike, em dizanin ku wî we bijartiye. Ji ber Mizgîniya ku em belav dikin ji we re ne tenê bi gotinan, bi qudretê ve, bi Ruhê Pîroz ve û bi ewlebûnekî mezin ve gîhişt we. Ji ber ku dema em di nava we de bûn, bona qenciya we em çawa dijiyan, hûn dizanin. Û we di nava pirr tengasiyan de bi dilxweşiya ku Ruhê Pîroz daye, gotinê qebûl kir û bûn yên ku li gor me û Xudan dikin; ûsa ku, hûn ji hemû bawerkirên li Makêdonya û li Ahayayê re bûn mînak. Ji ber ku gotina Xudan ji we belav bû; xebera baweriya we yî bi Xwedê ve tenê ne gîhaştiye Makêdonya û Ahayayê, lê belê gîhaştiye her derî; ûsa ku, êdî hewce nema ku em tiştekî bibêjin. Ji ber ku ezimandina ku we ji me re kiriye û bona ku ji ezmanan li benda Lawê xwe yî li nav miriyan vejandiye, Îsayê ku dê me ji xezeba were biparêze bimînin û bona ji Xwedayê ku zindî û rasteqîn e re qûlitiyê bikin, ew bi xwe agahiyê didin ku ka hûn çawa ji pûtan vegeriyane Xwedê. Ji ber, ya birano, hûn bi xwe dizanin ku seredana me yî we vala neçûye; lê belê mîna ku hûn dizanin, berê me li Fîlîpiyê tahde dîtibûn û heqaretê li me kiribûn jî, li gor bi dijwarî li bersekiniya wan, bona ku Mizgîniya Xwedê ji we re bidin belav kirin, me di Xwedayê xwe de kêfxweşiyê dîtin. Ji ber ku teşwîq kirina me ne ji çewtiyan, ne ji mindariyê ye; ne jî bi fenekiyê ye; lê belê, ji ber ku ji aliyê Xwedê ve em liyaqî emanet girtina Mizgîniyê hatine dîtin, em ne bona mirovan, bona Xwedanê ku dilê me diceribîne xoşnûd bikin diaxifin. Ji ber, mîna ku hûn dizanin, em tu carî bi gotinên xapînokî an jî bi maskekî çavbirçîbûnê veşêre ve nehatin; Xwedê şahde ye. Em ne li pey pesnvedanek ji mirovan ve bê bûn, ne ji we, ne ji kesekên din; bi şagirtbûna Mesîh, me dikaribûn ji we re bibûna bar; lê belê mîna dayîkekî ku zaroyên xwe dimijîne, têkiliyên me yî bi we re bi dilovanî bû. Em ûsa ji dil bi we ve hatibûn girêdan ku, ne tenê Mizgîniya Xwedê, em razî bûn ku heta canê xwe jî bi we re par bikin; ji ber ku me ewqasî ji we hez kir! Ji ber ku, ya birano, ked û zehmeta me tê bîra we; bona ku ji we tu kesekî re nebin bargiranî, bi şev û roj em şuxulîn û me Mizgîniya Xwedê ji we re waz da. Hûn şahde ne ku têkiliyên me yî yê bi we re, yê bi bawerkiran re çiqasî pîroz, rast û bêqisûr bû; Xwedê jî şahde ye. Mîna ku hûn dizanin, têkiliyên bavekî bi zaroyên wî re çawa be, têkiliyên me yî bi her yekî ji we re ûsa bû; me dilawêriyê da we, we xemrevîn kirin; me bona hûn li gor Xwedayê ku we bangî serwerî û bilindahiya xwe dike, bijîn, teşwîq kirin. Û ji bo vêya em jî bê sekin ji Xwedê re şikir dikin ku, gava we gotina Xwedê ji me bihîst û qebûl kirin, we vêya ne mîna gotina mirovan, lê belê di rastiyê de jî we bi gotin bûna Xwedê wê qebûl kir; ya ku di we bawerkiran de çalak e jî ev e. Ji ber ku, ya birano, we Dêrên Xwedê yên li Cihûstanê ne û bi Mesîh Îsa ve girêdayîne ji xwe re mînak girtin; ji ber, mîna ku wan ji Cihûdan ve tengasiyan kişandine, we jî tengasiyan ji hemnîjadên xwe ve kişandin; yên ku Xudan Îsa û peyxamberan kuştine û me qewirandin û Xwedê razî nakin û dijberê hemû mirovan in; bi vî awayî, bê sekin, guneh li ser gunehên xwe dicivînin; bona xelas bûna wan nahêlin ku em ji netewan re bibêjin. Lê belê xezeba bêdawî daket ser wan! Lê belê em, ya birano, di demekî kurt de, ne di dil de, lê di bedenê de li dûrî we man; bi bêrîkirinek mezin, bona ku wecê we dîsa bibînin me hîn zêde xîret kir; ji ber ku me, dixwestin ku em werin cem we û ez, Pawlos, min çend cara xwest û Îblîs bû astengê me. Ji ber ku hêviya me, an dilxweşiya me, an jî taca ku em bi wê pesnên xwe vedin çî ye? Belê, ma li ber Xudanê me Îsa Mesîh, di hatina wî de ne hûn in? Ji ber ku pesnahiya me û dilxweşiya me hûn in! Ji bo vêya êdî me deyax nekirin û em li Atînayê, bi tenê hiştinê ve razî bûn û bona ku we pêdandî bike û di derheqê baweriya we de xemrevîniyê bike, me birayê xwe Tîmotêyos, yê ku di Mizgîniya Mesîh de xizmetkarê Xwedê ye, şand; da ku, bila di tengasiyan de tu kes nelerize, ji ber, hûn bi xwe dizanin ku, em bona vêya hatine wezîfedar kirin. Ji ber ku me tengasî kişandina xwe ji berê ve, hîn gava em li cem we bûn ji we re gotibûn û mîna ku hûn dizanin ûsa jî bû. Bi vê sedemê êdî min jî zêde nikarîbû di berxwe bida û bona ez rewşa baweriya we û ka xapînok rêyekî wê dît û we xapand, gelo keda me berhewa bû an nebû hîn bibim, min wî şand. Lê belê Tîmotêyos yê ku hîn nû ji cem we vegeriyaye cem me, di derheqê bawerî û hezkirina we de nûçeyên xweş anîn; her tim bîranîna we yî qencî di derheqê me de, qasî ku me bêrîkirina dîtina we kiriye, we jî ewqas bêriya me kiriye got; bi vê sedemê ya birano, di nava hemû êş û tengasiyên xwe de ji ber baweriya we, me bi we xemrevîniyê dîtin. Ji ber ku ger hûn bi Xudan ve girêdayî bimînin, em ê bijîn! Ji ber ku li berya Xwedanê xwe, bi bersivbûna vê dilxweşiya ku me bona we bihîstiye, gelo em ê çawa bi têrî bona we şikiryê ji Xwedanê xwe re bikin? Bona ku em bi we re rû bi rû hevdîtinê bikin û kêmasiyên baweriya we temam bikin, bi şev û roj em zehf dua dikin. Bavê me Xwedê bi xwe û Xudanê me Îsa Mesîh, bona ku em bigihêjin we, bila rêya me veke! Û mîna ku hezkirina me ji we re heye, bila Xudan we di hezkirina ji hev û din re û ya ji hemû mirovan re de, mezin û zêde bike! da ku, dema Xudanê me Îsa Mesîh bi hemû pîrozên xwe re hat, bona ku hûn li berya Bavê me Xwedê di pîroziyê de bêqisûr bin, bila dilê we bizexmîne. Bi kurtî, ya birano, ka hûn ê çawa bijîn û ka hûn ê çawa Xwedê dilxweş bikin, hûn ji me hîn bûn; çawa ku hûn ûsa dijîn; bona ku hûn di vê babetê de hîn jî pêş ve herin, em bi navê Xudan Îsa rica ji we dikin û we teşwîq dikin. Ji ber ku hûn dizanin bi rayedariya Xudan Îsa me kîjan temmiyan gihandiye we. Ji ber ku xwesteka Xwedê ev e: Pîrozbûna we, ji zinê revîna we, kirina her yekî ji we yî, ne mîna neteweyên Xwedê nenas bi azweriyên şehwetî, her yekê ku ji nav we di pîrozahî û birêziyê de, zanîna xwedî derketina bedena xwe û a vay, xedarî û êrîşê li birayê xwe re nekirin e; ji ber, mîna ku me berê jî ji we re gotibûn û şahdeyî kiribûn; Xudan di derheqê hemû van tiştan de tolhildar e. Ji ber ku Xwedê ne bona em di bêexlaqiyê de bijîn, lê belê bona di nava pîroziyê de bijîn bangî me kir. Niha kesê ku vê banga red bike, ne mirov, lê belê Xwedayê ku Ruhê xwe yî Pîroz daye me red dike. Lê belê di babeta hezkirina biratiyê de, hewcedariya we nîne ku, kes ji we re binivîsîne; ji ber ku bona hezkirina ji hev û din, hûn bi xwe ji aliyê Xwedê ve hatine hîn kirin; ji ber ku hûn vêya ji hemû birayên li Makêdonyayê ne re dikin. Lê belê, ya birano, em ji we rica dikin ku hûn di vê babetê de hîn jî pêş ve biçin û mîna ku me li we temmi kirine, ajotina jiyanek aram, nêrîna li karê xwe û şuxula bi destên xwe ji xwe re bikin armanc; da ku, hûn li hemberê yên ku li derve ne, bi awayekî qenc bimeşin û hewcedarî tiştekî nebin. Ya birano, bona ku hûn mîna mirovên dinî di nava bêhêvîbûnê de dijîn bi keser nebin, em naxwazin ku hûn di derheqê kesên çavên xwe li jiyanê girtîne de bêzanîn bimînin. Ji ber ku, ger em bawerî bi mirina Îsa û vejîna wî ve bînin; bi vî awayî dê Xwedê jî kesên di Îsa de, di xew de ne, bi wî re bîne. Ji ber ku li gor gotina Xudan em vêya têdigihînin we: Em, yên zindî, yên heta hatina Xudan dê zindî bimînin, tu carî nakevin berya kesên ku çavên xwe ji jiyanê re girtine. Ji ber ku Xudan bi xwe, dê bi qêrîna emrekî, bi dengê sermilyaketê û bi borîjena Xwedê ji ezman ve dakeve û pêşiyê dê miriyên aidî Mesîh bivejin. Paşî wê em, yên ku dijîn û (li jiyanê) hatine hiştin, bi wan re, bona pêrgîniya Xudan di nava ewran de dê me rahêlin bibin û bi vî awayî, em ê her tim bi Xudan re bin. Bi vî awayî, niha bi van gotinan xemrevîniyê li hev û din bikin! Lê belê, ya birano, hewceya we nîne ku di derheqê dem û wextan de ji we re bête nivîsin. Ji ber, hûn baş dizanin ku, roja Xudan şev çawa ku dizek tê, dê wusa were. Gava ew bibêjin: Aşitî û ewlekarî, mîna ku jan bi pîreka ducanî ve bikeve, dê helaqekek nişka ve ji wan re were û tu carî dê nikaribin birevin. Lê belê hûn, ya birano, ne di tariyê de ne ku, ew roja mîna dizekî we bigire; ji ber ku hûn hemû lawên ronahiyê, lawên rojê ne. Em ne aidî şevê an jî tariyê ne. Wê çaxê, em mîna kesên din ranekevin, heşar û şiyar bin! Ji ber ku yên radikevin, şevê radikevin û yên serxweş dibin şevê serxweş dibin. Lê belê em, yên aidê rojê ne, zirxa bawerî û hezkirinê û hêviya xelasiyê bi kumzirxiyê li xwe kin û heşar bimînin. Ji ber ku Xwedê, ne bona ku em bên xezebê, lê belê bona ku bi navgîniya Xudanê me Îsa Mesîh bigihêjin xelasiyê me bijart; ew bona me mir; da ku, dixwaze hişyar, dixwaze di xewê de bin, em bi wî re bijîn. Bona wê, mîna ku hûn çêdikin, hev û din bi metirsî bikin û hev û din pêş ve bibin! Lê belê, ya birano, em rica dikin ku qîmeta yên di nava we de dixebitin û yên di rêya Xudan de serokantiyê li we dikin û şîretan didin we bizanibin û bona karên ku dikin hezkirin û birêziyek mezin nîşanî wan bidin! Bi hev re di nava aşitiyê de bijîn! Lê belê, ya birano, em li ber we digerin, yên vala digerin îkaz bikin, yên tirsonek dilawêr bikin, ji bêhêzan re alîkar bibin, li berya her kesî bi sebir bibin! Bala xwe bidinê ku bila tu kes, bersiva xerabiyê bi xerabiyê ve nede; lê belê bona hev û din û bona hemû mirovan, her tim qenciyê bikin armanca xwe! Her tim kêfxweş bibin! Bêsekin dua bikin! Di her rewşê de şikir bikin; ji ber ku xwestina Xwedê ya bona we di Mesîh Îsa de ev e. Ruh netefînin! Gotinên peyxambertiyê biçûk nebînin! Her tiştî biceribînin; bi zexmî bi ya qenc ve bigirin! Ji xerabiya bi her tewrî birevin! Lê belê ew bi xwe, Xwedayê çavkaniya dilxweşiyê, bila we bi tûmî pîroz bike û ruhê we, canê we û bedena we, di hatina Xudanê me Îsa Mesîh de bêkêmasî û bêqisûr bê parastin! Yê ku bangî we dike, ewledar e û ew dê vêya çêbike. Birano, bona me dua bikin! Ji hemû birayan re bi ramûsana pîroz ve silav bikin! Ez li cem Xudan we didim sond xwarinê ku, bila ev name ji hemû birayên pîroz re bête xwendin. Bila xêra Xudanê me Îsa Mesîh bi we re be! Amîn. Pawlos û Sîlvanos û Tîmotêyos, ji Dêra Selanîkiyan, ya ku di Bavê me Xwedê de û di Xudan Îsa Mesîh de ye re: Bila ji Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh ve xêr û xweşî bi we re be! Ya birano, em ji bo we, mîna ku liyaq e, her tim deyndarê şikirya Xwedê ne; wekî ûsa kirin jî li cîh e; ji ber ku baweriya we zehf bizêdeyî mezin dibe û hezkirina we yî ji hev û din re zêde dibe; wusa ku, em bi xwe ji ber sebr û baweriya we ya di hemû zilm û tengasiyên ku hûn dikişînin de, di Dêrên Xwedê de pesnên we didin. Vana, nîşana daraziya Xwedê ya bi dadî ye; da ku, hûn ê bona Serweriya Xwedê, ya ku hûn di oxra wê de êşan dikişînin, liyaq bêne hesibandin. Ji yên ku bi Xwedê ve nizanin û ji yên ku ji Mizgîniya Xudanê me Îsa Mesîh re îtaet nakin ve, bi tol hildanê, dema Xudan Îsa, bi milyaketên hêza xwe, di pêta agir de ji ezman xuyanî bibe, ji yên ku tengasî dayîne we re bi tengasiyê û ji we re, ji yên ku tengasî dikişînin re, bi me re, bi rehetiyê ve dayîn, li cem Xwedê rast e. Dê yên wisa ji hebûna XUDAN û hêza wî ya bilind dûr bimînin û bi cezaya heta bêdawîbûnê mehfbûnê ve bêne cezakirin. Dê hemiyên vana, di roja ku ew bona di nava pîrozên xwe de bête bilindtir kirin û di hemû bawermendan de heyraniyê bide hişyar kirin, were de bibin. Lê hûn ji yên ku baweriyê anîne ne. Ji ber ku hûn bi qasidiya ku me ji we re kirine re bawer bûn. Ji ber vê yekê, bona ku Xwedayê me we liyaqî bangê bibîne û li gor xêra Xwedayê me û Xudan Îsa Mesîh, bona navê Xudanê me Îsa Mesîh di we de bilindtir bibe û hûn di wî de bilind bibin; bona riza her qenciyê û karê baweriyê bi qudretê ve bibe serî, em bona we her tim dua dikin. Niha ya birano, di derheqê hatina Xudanê me Îsa Mesîh û pev re bi wî re civîna me de: Divê bi ruh, divê bi gotinê, divê wekî ji me be bi nameyê, em ji we rica dikin, wekî roja Xudan hema amade be, di ramanê de şaş nebin û nelerizin. Bila bi tu awayî, tu kes we nexapîne! Ji ber, heta ku dawşêle neyê û lawê helaqê, zilamê fesadiyê yê ku li dijî her tiştê ku jê re Xwedê tête gotin, an jî her tiştê ku jê re peristin tête kirin disekine û di perestgeha Xwedê de rûdine û xwe mîna Xwedê nîşan dide û xwe bilindir dike, xuyanî nebe, ew roj nayê. Qey nayê bîra we, dema ez hîn li cem we bûm, min vana ji we re got? Hûn dizanin ku niha çi astengiyê li yê ku wexta wî bê, dê derkeve qadê dike. Ji ber ku, jixwe raza fesad dişuxule, lê heta ku ji holê ve bête rakirin, yê ku asteng dibe heye. Û zagonnenasê ku, dê Xudan Îsa bi hilma devê xwe wî bikuje û bi xuyabûna hatina xwe wî betal bike, wê gavê xuya bibe ku, hatina wî, bi hemû qudretê û elametan û bi nuwazeyên derewîn ve û bona yên ku helaq dibin bi hemû fenekiyên xwe ve li gor kirina Îblîs e; ji ber ku wan bona xelasiya xwe hezkirina rastiyê qebûl nekirin. Û ji ber vê yekê, Xwedê bona ku ew bi derewan ve bixapin, hêzek xapînokî bi ser wan de dişîne; da ku, bila hemû kesên bi rastiyê bawer nebûne û ji xerabiyê ve zewqê girtine bên daraz kirin. Lê belê, ya birayên ku ji aliyê Xudan ve tên hez kirin, em deyndar in ku her tim bona we ji Xwedê re şikir bikin; ji ber ku Xwedê bona ku hûn bi navgîniya Ruh ve bên pîroz kirin û bi bawerkirina rastiyê ve xelas bibin, ji destpêkê de we hilbijart; bi navgîniya Mizgîniya me, we bangî vêya kirin; da ku, hûn bigihêjin bilindahiya Xudanê me Îsa Mesîh. Niha, ji ber vê yekê, ya birano, pêdandî bisekinin û bi hînkariya ku divê bi gotinê, divê bi nameya me ve hûn hatine hînkirin ve bigirin. Û Xudanê me Îsa Mesîh bi xwe û Bavê me Xwedayê ku ji me hez kiriye û bi xêrê xemrevîniyek abadîn û hêviyek zexm daye me, bila ew dilê we xemrevîn bike û we di her pişka qenc û gotinê de zexm bike! Bi kurtî, ya birano, bona ku Gotina Xudan, mîna di nav we de bû, bi lez belav bibe û bê bilind kirin, bona me dua bikin; bona ku em ji mirovên bêexlaq û xerab xelas bibin jî dua bikin; ji ber ku baweriya hemûyan nîne. Lê belê Xudan ewledar e; ew ê we zexm bike û ji yê xerab ve xelas bike. Di Xudan de hêviya me bi we heye ku, hûn, tiştên ku me emir kirine dikin û hûn ê bikin. Lê belê bila Xudan, dilê we ber bi hezkirina Xwedê û sebra Mesîh ve bibe. Niha, ya birano, em bi navê Xudan Îsa Mesîh emir didin we ku, ji her birayên ku ne li pey hînkariyên ku ji me qebûl kirine, lê bê nîzamiyê dimeşin ve dûr bisekinin. Ji ber, hûn bi xwe dizanin ku hûn ê çawa me ji xwe re bi mînakî bigirin; ji ber ku dema em di nava we de bûn, em ne yên valagerok bûn û me bê berdêl nanê kesekî nexwarin; lê belê, bona ku em ji we yekî re nebin bargiranî, bi şev û roj em bi ked û zehmetê ve xebitîn. Ne ji ber ku rayedariya me tunebû, lê belê bona ku hûn li gor me bikin, em xwe mîna mînakekê nîşanî we bidin bû. Ji ber ku dema hîn em li cem we bûn, me vî emrî da we: Yê ku naxwaze bixebite, bila xwarinê jî nexwe! Ji ber, em dibihîzin ku hinek kes di nava we de betal digerin; tu karî nakin, lê belê dipelişin karên kesên din. Û bona yên ku wusa ne, bi aramiyê bixebitin û nanê xwe bixwin, em di Xudan Îsa Mesîh de temmî û wan teşwîq dikin. Lê belê, ya birano, hûn ji qencîtî kirinê ve aciz nebin! Lê belê ger kesekî ji van gotinên me yî di vê nameyê de ne re îtaet neke, wî nîşan bikin; bona ku ji kirinên xwe ve bişerme, têkiliyên xwe yî bi wî re bibirin. Û dîsa jî wî neyar nehesibînin, bi biratîbûnê wî îkaz bikin. Lê belê Xudanê aşitiyê her wext, di her rewşê de, bi xwe aşitiyê bide we! Bila Xudan bi we hemûyan re be! Ez Pawlos, bi destê xwe ve silav; di her nameyê de nişan ev e; wusa dinivîsînim. Bila xêra Xudanê me Îsa Mesîh bi we hemûyan re be! Amîn. Pawlosê ku li gor emrê Xelaskerê me Xwedê û Xudan Mesih Îsayê ku hêviya me ye, şagirtê Îsa Mesîh e ji yê ku di baweriyê de lawê minî rasteqîn e, ji Tîmotêyos re: Bila ji Bavo Xwedê û Xudanê me Mesih Îsa ve xêr, dilovanî û xweşî (bi te re) be! Dema ez diçûm Makêdonyayê, mîna ku min ji te rica kiribû, li Efesê bimîne û temmiya belav nekirina hin kesê bi hînkariyên cihê bide. Xeynî vê yekê, tu emir bike ku bila girîngiyê nedin çîrokan û darnîjadên dûr û kûr. Vana, sazûmana Xwedê ya ku bi navgîniya baweriyê çalakiya xwe nîşan dide, ava nakin. Li dijî wê, rêya guftego û galegalan vedikin. Lê belê armanca vê temmiyê, hişyar kirina hezkirina ku ji dilê pak û ji ûcdanê paqij û ji baweriya bi dilî ve dizê ye. Hinek kes ji vana çewt bûne û ketine axaftinên vala; dixwazin bibin mamosteyê zagonê û ne gotinên ku dibêjin, ne jî babetên ku di wê de bi xwe bawer in fêhm dikin. Lê belê em dizanin ku bona yekî zagonê li gor derûniya wê tîne cîh, zagon qenc e; ji ber em vêya dizanin ku, zagon ne bona rastan, lê bona zagonnenasan û asêyan, bêxwedêyan û gunehkaran, bona kesên bê pîrozî û mindar in, yên dayik û bavên xwe kuştine, qesasan, yên bêexlaqiya cinsî dikin, yên qûlampara ne, tucarên dîlan, derewînan, bona kesên bi derewan sondê dixwin û çi tiştên li dijberî hînkariya zexm hebe bona wan hatiye danîn; li gor Mizgîniya Xwedayê pîroz ji min re hatiye emanet kirin, ev ûsa ye. Ez ji Xudanê me Mesîh Îsayê ku min xurt kiriye re şikir dikim; ji ber ku min dilsoz hesiband û girt xizmeta xwe; demekê ez mirovek zalim, kanc û kufurbaz bûm. Lê belê ez gihaştim dilovaniyê; ji ber ku min bi nezanî, di bêbaweriyê de kir; lê belê bawerî û xêra Xudanê me ya tevî hezkirina di Mesîh Îsa de ye, bi zêdeyî pirr bû. Gotina ku, Mesîh Îsa bona gunehkaran xelas bike hate dinê, dilsoz e û ji her alî ve liyaqê qebûlê ye; herî mezinê wan (gunehkaran) ez im. Lê belê Mesîh Îsa, bona ku ez ji yên bi bawerî anînê dê bigihêjin jiyana bê dawî re bibim mînak, bona ku sebra xwe yî bê dawî pêşiyê di min de pêşkêş bike dilovaniyê li min kir. Bila rûmet û bilindahî, di abadîna abadînan de ji Xwedayê tenê, bê mirin, nayê dîtin û Qiralê hemû deman re be! Amîn. Ya kurê min Tîmotêyos, mîna gotinên peyxamberî yên ji berê de di derheqê te de hatine gotin, ez vî emrî emanetî te dikim; da ku, tu bi van têkoşîna qenc bidomînî. Bi bawerî û ûcdanê paqij ve bigire; hin kesan bi aliyekî danîna ûcdanê paqij, di babeta baweriyê de noq bûn. Hûmenêyos û Îskender ji vana ne; bona ku hînî kufur nekirinê bibin, min wan da destê Îblîs. Niha ez berî her tiştî teşwîqî vêya dikim: Bona ku em di rêya Xwedê de bi girêdanek tam û di nav sergiraniyê de jiyanek bêdeng û biaram bajon, bila ji bo hemû mirovan, qiralan û rêvabirên cîhê bilind xwestek, dua, li bergerîn û şikirî bên kirin. Ji ber ku ev li cem Xelaskerê me Xwedê qenc û hêja ye; ew dixwaze ku hemû mirov xelas bibin û bigihêjin zanîna rastiyê. Ji ber ku tenê Xwedayek û di navbera Xwedê û mirovan de navdîtiyek heye; ev jî Mesîh Îsayê ku bûye mirov û bona her kesî xwe wekî fîdye daye; şahdeyiya ku di dema li cîh de hatiye dayîn ev e. Ez ji vê şahdeyê re wekî waiz û şagirt bim; – ez rastiyê dibêjim, derewan nabêjim –; di bawerî û rastiyê de wekî mamosteyê netewan bim, ez hatim wezîfedar kirin. Niha, ez dixwazim ku bila zilam bê hêrs û keftûleftê li her derê destên xwe yî paqij bilind bikin û dua bikin. Mîna vêya bila pîrek jî xwe ne bi guliyên por û zêr, an înciyan, an kincên zehf giranbuha, bi qiyafetekî sade, lê li gor edebê û bi awayekî pîvangî de û – li gor pîrekên xwedî teqwa ne –, bila xwe bi karên qenc ve bixemilînin. Bila pîrek bi bêdengî û bi sernermiyek tam ve hîn bibe. Lê belê ez destûr nadim ku pîrek fêr bike û bibe serwerê zilam; lê bila bêdeng bibe. Ji ber ku pêşiyê Adem, pişt re Hawa hate afirandin. Û Adem nehat xapandin, lê belê pîrek hat xapandin û sûc kir. Lê belê ger ew di rastdîtin, bawerî, hezkirin û pîroziyê de bijîn, dê bi welidandina zarok ve xelas bibe. Ev gotina dilsoz e: Ger zilamek çavdêriyê bixwaze, xwesteka karekî qenc dike. Niha bona zilamê ku bibe çavnêrîdar hewce dike ku, bêqisûr, mêrê pîrekekê, bitemkîn, aqilmend, xwedî întîzam, mêvanperwer, ji hînkirinê re bi huner, ne dildayê xemrê be, ne zordest be, lê belê nerm, ne şerûd, ne hezkirê peran be; divê rêvabirtiya mala xwe qenc çêke û gotinên xwe ji zarokên xwe re derbas bike û birêziyek bêkêmasî di mala xwe de amade bike; – lê belê ger kesek nizanibe rêvabirtiya mala xwe bike, dê çawa Civaka Xwedê bajo? – Divê ne yekî nû baweriyê aniye be; ya na dibe ku li ber xurûrê keve û rastî daraziya ku Îblîs bi wê hatiye daraz kirin bê. Bona ku nekeve rewşeke şermezarî û kemîna Îblîs, divê ji aliyê kesên derveyî ve jî bi mirovek qenc bê nas kirin. Mîna vêya, divê wezîfedarên Civakê jî ne wekî kesên dugotinî, dildayê pirr xemrê, yên li pey qezenca bêheq ve diçin bin; bila di ûcdanê paqij de wekî raz a baweriyê biparêzin bin. Û bila vana pêşiyê bên ceribandin; ger ew bêqisûr bin, paşê bila wezîfê bistînin. Mîna vêya divê pîrekan jî ne îftirakir bin, lê di têkiliyên xwe de bipîvan, serî giran û ji her alî ve ewledar bin. Bila kesên bi pîrekekê tenê re zewiciye û yên zarok û malên xwe qenc îdare dikin, bibin wezîfedar. Ji ber ku yên ku wezîfa xwe qenc çêkirine, ji xwe re cîhekî qenc bi dest ve dixin û di baweriya di Mesîh Îsa de ye de dilawêriyek mezin qezenc dikin. Ez van tiştan bi hêviya ku ezê di nêzîk de werim cem te dinivîsînim; lê belê ger ez dereng bimînim, dixwazim ka dê di mala Xwedê ya Dêra Xwedê ye, ya ku sitûn û bingeha rastiyê ye de tevgera te çawa bibe tu bizanibe, ez dinivîsînim. Û meziniya raza teqwayê nayê înkar kirin: Xwedê di bedenê de hate xuyabûn, di Ruh de hate tesdîq kirin, ji milyaketan re xuyanî bû; ji netewan re hate waz kirin, di dinê de hate bawer kirin, di nava bilindahiyê de, bi jor ve hate girtin. Lê belê Ruh bi eşkeretî dibêje ku, di demên dawiyê de dê hin kes ji bawiriyê ve vegerin û ruhên xapînokî û hînkirinên cinan guhdarî bikin; dê bi durûyiya derewkiran ûcdanê wan mîna ku bi hesinekî sorbûyî ve bête dax kirin; dê ew zewacê qedexe bikin û di vekişandina, ji xwarinên ku Xwedê bona yên baweriyê anîne û bi rasteqîniyê ve dizanin, bi şikiryê bixwin, afirandiye de emir bikin. Ji ber, her tiştên ku Xwedê afirandiye, qenc in û ger bi şikiryê bê qebûl kirin tu tişt neyê red kirin; ji ber ku her tişt bi gotina Xwedê û bi duê ve tê pîroz kirin. Ger tu vana ji birayan re şîret bike, bi têrbûna bawerî û gotinên hînkariya qenc ve tuyê ji Mesîh Îsa re bibe xizmetkarekî qenc. Lê belê bêxwedatî û çîrokên ku li gor jinepîran e red bike; lê belê xwe di rêya Xwedê de perwerde bike! Ji ber qenciya perwerde kirina bedenê hindik e; lê belê teqwa ya wada niha û dema bê dexlî wê ye, ji her alî ve feydedar e. Ev gotin ewledar e û ji her alî ve liyaqê qebûl kirinê ye. Ji ber ku em bona vêya kedê didin û têkoşînê dikin; ji ber, me hêviya xwe bi yê ku Xelaskerê hemû mirovan, bi taybetî jî yê bawerkiran e, Xwedayê zindî ve girê da. Temmiya vana bide û hîn bike! Bila tu kes civaniya te biçûk nebîne; lê belê di gotinê de, di tevgerê de, di hezkirinê de, di ruh de, di baweriyê de û di safîbûnê de ji bawerkiran re bibe mînak! Heta ku ez bêm cem we, ji bo xwendinê, teşfîq kirinê û hînkirinê bixebite. Li xelata ruhanî ya ku dema lijneya kalepîran, li gora gotina peyxambertiyê dest danîn ser te, ji te re hatiye dayîn, xemsariyê meke! Di van tiştan de bi xîret be; di vana de bijî, bila her kes pêşveçûna te bibîne! Li xwe û hînkariya xwe miqate be; di wan de bidomîne! Ji ber ku bi kirina vêya tuyê him xwe, him jî kesên te guhdarî dikin xelas bikî. Bi zilamê pîr ve nepeke, lê belê mîna bav, yên ciwan, mîna birayên te bin, pîrekên pîr, mîna diya te bin, pîrekên ciwan bi dilsafiyek tam, mîna ku xwuşkên te bin, teşwîq bike. Ji pîrekên bî yên di rastiyê de bî ne re, birêziyê xuya bike. Lê belê ger zarok an jî neviyên pîrekekî bî hebe, bila ew pêşiyê bi alîkirina maliyên xwe meşa di rêya baweriyê de û deynê qenciyê dana ji mezinên xwe re hîn bibin; ji ber ku ev li cem Xwedê hêja ye. Lê belê ya ku bi rastî bî û tenê maye, hêviya xwe bi Xwedê ve girê daye; bi şev û roj di lava û di dua kirinê de dom dike. Lê belê ya ku xwe daye zewqê, hîn di jiyanê de miriye. Bona ku bêqisûr bin, temmiya van tiştan li wan bike! Lê belê ger yek li yên xwe û bi taybetî jî li maliyên xwe nenihêre, wekî ku baweriyê înkar kiriye dibe û ji bêbaweran xerabtir e! Pîrekek bî ya bi qencî kirina xwe ve tê nasîn, bi zilamek re tenê zewiciye û ne di binya şêst salî de ye, ger zarok mezin kiribe, ger mêvanan ezimandibe, ger lingê pîrozan şuştibe, ger ji yên di tengasiyê de ne re alîkariyê kiribe, ger xwe bi her karê qenc ve bexşandibe, bila navê wê li lîsta biyan ve bê nivîsandin. Lê belê nivîsandina navê biyên hîn jî ciwan red bike; ji ber ku dema azweriyên wanî bedenî, bi ser girêdana wanî bi Mesîh bê, dê bixwazin ku bizewicin û bi vî awayî bi cûtina gotina pêşiyê daye dê hikmê bigirin. Tevî vêya bi mal û mal gerê, dê bielimin teraliyê û dê tenê bi elimandina teraliyê nemînin, lê belê bi gotina peyvên nakeve ser wan, dê bibin devtejiyê ku destê xwe davêjin karên kesên din. Niha, ez dixwazim ku biyên hîn ciwan in bila bizevicin, zarokan bînin, rêvebirtî li malê bikin û tu fersenda îftirayan nedin neyaran. Ji ber ku jixwe hin kes çewt bûne û li pey Îblîs ketine. Ger merivê bî yê pîrekek bawermend hebin, bila ew alîkariyê bi wan re bike û bona ku Dêr alîkariyê bi biyên di rastiyê de jî kesekî wan nîne re bike, bila wê nexîne bin tu barî. Kalepîrên ku qenc rêvebiriyê dikin, bi zêdeyî jî yên ku kedê didin kelam û hînkirinê, bila du qatî liyaqî hurmetê bêne dîtin. Ji ber ku Nivîsa Pîroz dibêje: Devê gayê ku cêrê dike girê mede, û: Karker heqdestê xwe, bi xwe heq dike. Heta ku dudo an jî sê şahde tune be, sûcdarkirinek di derheqê kalepîrekî de qebûl meke. Bi yên ku guneh dikin re, li ber hemûyan bipeke, da ku, bila yên din jî bitirsin. Bona tu van gotinên min bêalîkarî û bêcihêkirina kesî bîne cîh, ez te li ber Xwedê û Xudan Mesîh Îsa û milyaketên hatine bijartin îkaz dikim. Bona dest dana ser yekî lez meke û nebe şirîkê gunehên yekî din; xwe paqij bigire! Êdî tenê avê venexwe; lê bona gedeka xwe û nerehetiyên xwe yî dem bi dem dest pê dike hinekê jî xemrê vexwe. Gunehên hin mirovan eşkere ne û berê diçin daraziyê; lê belê yên hin kesan jî li pey wan tên. Mîna vêya, karên qenc jî eşkere ne û yên ne eşkere ne jî nikarin bên veşartin. Hemûyên di bin nîrê de ne, bila efendiyê xwe liyaqî hurmeta bitûmî bibînin, da ku, bila ji nav û hînkariya Xwedê re kufir neyê kirin. Lê belê yên efendiyên wan baweriyê anîne jî, bila bi gotina çawa be em bira ne, bêrêziyê li wan mekin; lê belê bila hîn jî zêde xizmetê bikin; ji ber ku yên ji vê xizmetê qenciyê bibînin, bawerker û xoşewîst in. Van tiştan bide hînkirin û teşwîq bike! Ger kesek, hînkariyên cihê belav bike û gotinên zexm, bi gotinên Xudanê me Îsa Mesîh ve û hînkariya ku li gor teqwayê ye razî nebe, bi nezaniya tiştekî bi kubrê ve ketiye; lê belê ji ber derxistina guftego û şerên bêjeyan nexweş e; çavnebarî, keftûleft, îftira, şikên xeraban, keftûlefta zilamên ku ramançewt bûyîne û mehrûmê rastiyê ne, yên teqwayê mîna rêya qezencê dizanin, ji vana ve dibin; ji yên ûsa dûr bisekine! Lê belê qenîetkirina bi teqwayê ve qezencek mezin e; ji ber ku me ne tiştekî aniye dinê û ne jî em karin ji dinê tiştekî bibin. Lê belê ger xwarin û kincên me hebin, em ê bi wan qenîet bikin. Lê belê yê ku dixwazin dewlemend bibin jî, tên xapandin û dikevin kemînê, ber bi gellek azweriyên bi zirar û bêmane yê ku mirovan dibe xerabûn û têkçûnê ve dikevin. Ji ber ku rehekî her tewr xerabiyê hezkirina pera ye; hinek kes, bi hewes kirina vêya ve ji baweriyê ve vegeriyan û xwe bi xwe gellek êşê dan xwe. Lê belê tu, ya mirovê Xwedê, ji vana ve bireve; li pey rastiyê, teqwayê, baweriyê, hezkirinê, sebrê û nermiyê ve bazde! Têkoşîna qenc, ya di oxra baweriyê de bidomîne û bi jiyana abadîn ya li ber gellek şahdeyan wekî mukuriya qenc, tu bi mukur anînê ve hatiye dawet kirin, bigire. Ez di hizûra Mesîh Îsayê li ber Xwedayê ku jînê daye her tiştî û li ber Pontiyûs Pîlato ve şahdeyiyê li mukuriya qenc kiriye de vê temmiyê li te dikim; heta hatina Xudanê me Îsa Mesîh tu emir bêqirêj û bêqisûr bigire; yê pîroz û serwerê tekane, Qiralê qiralan, Xudanê xudanan, xwediyê bêmiriniyê tenê, yê ku di ronahiya ku mere nikare nêzîkî wê bibe de disekine, yê ku tu mirov wî ne dîtiye û ne jî dikare bibîne, dê wî di dema hatiye bijartin de derxîne holê; bila rûmet û qudreta bêdawî ji wî re be! Amîn. Ji yên ku di dinya niha de dewlemend in re temmiya, raman bilind nebûniyê û ne bi bêqirariya dewlemendiyê, lê belê bi Xwedayê ku bona zewqê her tiştî bi zêdeyî daye me ve hêviya xwe girêdanê, bona jiyana ku bi rastî ye bigirin, bona demên ku dê werin, ji xwe re bingehekî qenc amade kirinê û qencî kirinê; di karên qenc de dewlemendbûnê, bona belav kirinê amadeyiyê û comerdbûnê, bike. Ya Tîmotêyos, ya ku ji te re hatiye emanetkirin biparêze; ji gotinê vala û ne pîroz, ji pozberiyê ramanên ku bi xeletî ji wan re dibêjin zanîn, xwe biparêze! Hin kesan bi îdîa kirina vêya di derheqê baweriyê de çewt bûn. Bila xêr bi te re be! Amîn. Li gor wada jiyanê ya ku di Mesîh Îsa de ye, bi viyana Xwedê, şagirtê Mesîh Îsa Pawlos, ji lawê minî xoşewîst Tîmotêyos re: Bila ji Bavo Xwedê û Xudanê me Mesîh Îsa ve xêr, dilovanî û xweşî (bi te re) be! Şev û roj bêsekin di duayên xwe de, bi bîranîna te, ez ji Xwedayê ku mîna bapîrên xwe bi ûcdanek paqij ji wî re qûlitiyê dikim re, şikir dikim. Hêsirên çavên te bi bîr ve tînim û bona bi kêfxweşiyê ve tijî bibim, bi bêrîkirinê ve li benda dîtina te dimînim. Baweriya ji dilî ya di te de bi bîr ve tînim; ez bawer im, ew baweriya ku pêşiyê di pîrika te Loîsê de û dawiyê di dayika te Ewnîkê de bû, niha jî di te de ye. Ji ber vê yekê, bi destdana minî ser te tînim bîra te, tu xelata ku Xwedê daye te geş bike! Ji ber ku Xwedê ne ruhê tirsonekiyê, lê belê ruhê qudret, hezkirin û xwe zeft kirinê daye me. Niha, ji şahdeyiya Xudanê me û ji min, yê di oxra wî de hatiye girtin şerm meke; lê belê li gor qudreta Xwedê, ji bo Mizgîniyê, tevî min zehmetê bikişîne; wî, me ne li gor karên me, lê li gor armanc û xêra xwe xelas kir û bangî jiyanek pîroz kir; ev xêr ji me re, di Mesîh Îsa de berî destpêkê hatiye bexşandin; lê belê niha bi hatina wî derketiye eşkeretiyê; Xelaskerê me Mesîh Îsa mirinê bê çalak hiştiye û jiyan û bêmiriniyê bi navgîniya Mizgîniyê derxistiye ronahiyê. Ez mîna waiz, şagirt û hînkariya vê Mizgîniyê ve hatim wezîfedar kirin. Sedema minî van êş kişandinan jî ev e; lê belê ez şerm nakim. Ji ber, ez dizanim ku bi kê bawer im û ez bawer im ku, ew di wê hêza de ye ku, ya wî emanetî min kiriye, heta wê rojê ew ê bikaribe biparêze. Bi mînakiya gotinên zexm, yên ku te ji min bihîstine, di baweriyê û hezkirina ku di Mesîh Îsa de ye de, bigire! Emanetê qenc bi navgîniya Ruhê Pîroz, yê ku di me de dimîne biparêze! Tu dizanî ku hemûyên li Asyayê ne, ji min zivirîn; Fîgelos û Hêrmoxênis jî ji wan in. Bila Xudan ji maliyên Onesîforos re dilovaniyê bibexşîne; ji ber ku wî pirr caran min dilhênik kir û ji zincîra min şerm nekir; lê belê dema ew li Romayê bû, bi xîret li min geriya û dît. Xudan bide wî ku, bila ew di wê rojê de ji Xudan ve dilovaniyê bibîne! Û tu zehf qenc pê dizanî ku, wî li Efesê çiqas xizmet ji min re kiriye. Niha tu, ya lawê min, di xêra di Mesîh Îsa de ye de xwurt bibe. Û tiştên ku te di nava gellek şahdeyan de ji min bihîstine, siparteyî zilamên ku bikaribin hînî kesên din bikin û dilsoz in re bike. Mîna leşkerekî qenc yê Mesîh Îsa, tevî min zehmetê bikişîne! Kesên leşkeriyê dike, têkiliya xwe bi karên rojane re nîne; bona xoşnûd kirina yê ku wî bangî leşkeriyê kiriye dixebite. Û ger kesek jî beşdariya pêşbaziya sporê dibe, ger li gor qaîdeyan pêşbaziyê neke, nikare taca serfiraziyê li xwe ke. Cotkarê ku kedê dide, divê bibe kesê yekemîn yê parê ji zadê ve bistîne. Gotinên min baş bifikire û dê Xudan di her babetê de fêhmkariyê bide te! Îsa Mesîhê ku, li gor Mizgîniya min, ji nîjada Dawid e û ji mirinê ve vejiyaye di bîra xwe de bîne; heta mîna sûckirekî li qeyd û zincîran xistinê, ez di oxra wê de zehmetê dikişînim; lê belê gotina Xwedê ne girêdayiye! Ji ber vê yekê, bona yên hatine hilbijartin ez baldirêjiyê li her tiştî dikim; da ku, bila ew jî bi bilindahiya abadîn, bigihêjin xelasiya di Îsa Mesîh de ye. Ev gotina dilsoz e: Ger em bi wî re miribin, em ê bi wî re jî bijîn; ger em li ber xwe bidin, em ê bi wî re jî serweriyê bajon; ger em wî înkar bikin, ew ê jî me înkar bike; ger em dilsoz nemînin, ew ê dilsoz bimîne; ji ber ku ew nikare xwe bi xwe înkar bike. Di hizûra Xudan de, nekirina şerê bêje, yên ku dibe sedema têkçûna yên ku dibihîzin û xeynî wê tu qenciya wê nîne li wan temmî bike û van tiştan di bîra wan de bîne. Gotina rastiyê bi rastî bikar bîne û bona ku tu xwe ji Xwedê re wekî karkerekî meqbûl û rû sipî pêşkêş bikî, xîretê bike. Lê belê ji gotinên mindar û vala ve bireve; ji ber ku yên bi vana bikevin, dê di bêxwedêbûnê de hîn jî pêş ve biçin û dê gotinên wan mîna lareşê ve belav bibin; Hûmenêyos û Fîlîtos ji vana ne; bi gotina, jixwe qiyamet bûye, di derheqê rastiyê de çewt bûn û baweriya hinekan bi serûbinî dikin. Lê belê bingeha zexm ya Xwedê avêtiye, bi gotinên: Xudan yên aidê xwe ne nas dike û: Heçî kesên ku navê Mesîh bang dikin, bila dûrî xerabiyê bisekinin! hatiye mor kirin û disekine. Û di malekî mezin de tenê ne feraxên zêr û zîv, lê belê feraxên darinî û axînî jî hene û hinekan bona karên birûmet û hinekan bona karên bêrêz tên şuxulandin. Niha ger kesek xwe ji van tiştan safî bike, dê bibe feraxek li gor armancên birûmet hatiye pîroz kirin, ji efendiyê xwe re bi fêde û amadeyî her karê qenc e. Lê belê ji azweriyên ciwanî ve bireve û tevî kesên bi dilên paqij ve bangî Xudan dikin, li pey dadmendî, bawerî, hezkirin û dilxweşiyê ve baz bide! Lê belê ketina guftegoyên bêaqil û nezanî red bike; tu dizane ku vana şer derdixin. Û ji qûlê Xudan re şer ne hewce ye; lê belê divê li dijî herkesî rûnerm û bona hînkirinê amadekar, tehemûlkar; yên li dijî disekinin bi nermî bîne rê be; bona ku rastiyê fêhm bikin, dibe ku Xwedê tobê bide wan û ew ji kemîna Îblîsê bona xwestinên wî bînin cîh wan bindest kiriye, dê hişyar bibin. Vêya bizanibe ku, dê di rojên dawîn de demên dijwar çê bibin. Ji ber ku dê mirov, hezkirê xwe, zebûnê pera, pesnvedar, qurre, kufirbaz, ji dayik û bavan re bêîtaet, nankor, mindar, bê şewqat, lihevneker, îftiraker, binketê nefsa xwe, har, neyarê qenciyê, xayîn, bi inyad, ji xwe razî, ji Xwedê zêdetir ji kêfê hezkir, yên sûretê teqwayê nîşan bidin û hêza wî înkar bikin bibin. Ji kesên ûsa ve dûr bimîne! Ji ber ku yên dikevin hundirê xaniyan, bi tewr û tewr azweriyên bi gunehan tijî ve diçin, yên her dem hîn dibin; lê belê tu carî nagihêjin zanîna rastiyê, yên ku pîrekên bê xem êsîr dikin, ji vana ne. Yanîs û Yambrîs çawa li dijî Mûsa sekinîbin, vana jî bi vî awayî li dijî rastiyê disekinin. Vana mirovên ramanên wan xerabûyî û di babeta baweriyê de hatine red kirin in. Lê belê dê nikaribin hîn jî pêş ve herin; ji ber ku wekî di mînaka wan de dê bêaqiliya vana jî her kes bibîne. Lê belê te, hînkariya min, têkiliyên min, armanca min, baweriya min, sebra min, hezkirina min, hêza minî berxwedanê, zilm û êşên min kişandiye, mîna ku tiştên li Antaqyayê, li Qonya û Lîstrayê hate serê min, ji nêzîk ve temaşe kir. Min ji çi zilman re baldirêjî kir û Xudan min ji hemûyan xelas kir! Û hemûyên ku aidî Mesîh Îsa ne û dixwazin jiyanek li gor teqwayê bajon, dê zilmê bibînin. Lê belê kesên xerab û sextekar, bi xapînokî û xapandinê ve dê hîn jî pêş ve biçin. Lê belê tu bi zanîna ku ji kî ve hîn bûyînê; di tiştên ku tu hîn bûyî û bawerî pê anîne de bisekine; ji ber ku tu ji zarokantiya xwe ve bi nivîsên pîroz, ên ku dikarin bi navdîtiya baweriya di Mesîh Îsa de yî, bona xelasiyê te zanyar bikin ve dizanî. Hemiya Nivîsên Pîroz peyxama Xwedê ne û ji aliyê hînkirin, nîşandayîna çewtiyê, sererastkirin û di rêya rastiyê de perwerdekirinê qenc in; da ku, zilamê Xwedê bona her karê qenc hatiye xemilandin bûnê ve rayedar bibe. Di hizûra Xwedê û Mesîh Îsa, yê ku zindî û miriyan daraz bike de, bona heqê hatin û serweriya wî emir didim te: Kelamê waz bide; di wext û bêwextiyê de vî karî bidomîne; bi hemûya tehemûl û perwerdeyê hişyar bike, biazirîne û teşwîq bike! Ji ber, dê demek ûsa bê ku, dê ew xwe nesipêrin hînkariyek zexm; lê belê bona ku gotinên guhê wan difirkînin guhdarî bikin, dê mamosteyên li gor azweriyên xwe li dora xwe bicivînin û dê guhên xwe ji rastiyê ve bizivirînin û berbi çîrokan ve çewt bibin. Lê belê tu di her tiştî de hişyar be, zehmetê bikişîne, karê waz kirina Mizgîniyê bike, xizmeta xwe bibe serî! Ji ber ku ez jixwe tême qurban kirinê û dema cuda bûna min hatiye. Min têkoşîna qenc kir, bazdanê qedand û baweriyê parast; ji niha pê ve taca rastiyê bona min amade disekine; Xudanê ku darazkerê dad e, dê wê rojê, wê bide min û ne tenê min, lê belê dê bide hemûyên ku ji hatina wî hezdikin jî. Bona zû hatina cem min, xîret bike! Ji ber, bona ku Dîmas ji vê dinê hez kir, dev ji min berda û çû Selanîkê; Kîreskîs çû Galatyayê, Tîtûs jî çû Dalmaçyayê. Li cem min tenê Lûqa heye. Marqos jî bigre û bi xwe re bîne; ji ber ku ew bona xizmetê, ji min re zehf bifêde ye. Lê belê min Tîhîkûs şand Efesê. Dema tu hat eba min, pirtûkan û bi taybetî jî postên nîvîsan yên min li Troasê daniye cem Karpûs bi xwe re bîne. Îskenderê sifirvan gellek xerabiyan li min kir; dê Xudan bersiva kirinên wî bide wî! Tu jî xwe ji wî biparêze; ji ber ku bi dijwarî li dijî gotinên me rabû. Di parastina minî pêşîn de, kesekî li aliyê min derneket, hemûyan min berdan; bila hesabê vêya ji wan ve nê pirsîn. Lê belê bona ku gotina waz kirinê bi navgîniya min ve bêkêmasî bê daxuyanî kirin û bona hemû neteweyan vêya bibihîzin, Xudan li cem min sekinî û min xurt kir û ez bi vî awayî ji devê şêr ve xelas bûm! Dê Xudan min ji her xerabiyê ve xelas bike û dê bona serweriya xwe yî ya ezmanî min xelas bike. Bila bi abadîna abadînan ve ji wî re bilindî be! Amîn. Silavê ji Prîska û Akvîla û ji maliyên Onesîforos re bibêje. Êrastûs li Korîntê ma; lê belê min Trofîmos li Mîletê nexweş hişt. Berî ku zivistan bê, bona hatina xwe xîret bike! Êybûlos û Pûdens û Lînos û Klawdiya û hemû birayan ji te re silav dikin. Bila Xudan Îsa Mesîh bi ruhê te re be! Bila xêr bi we re be! Amîn. Pawlosê qûlê Xwedê û şagirtê Îsa Mesîh, bona baweriya bijartiyên Xwedê û bona zanyariya rasteqîn, ya li gor rêya Xwedê ye, li gor hêviya jiyana bêdawî, ya ku ji berê ve Xwedayê ku derew nabêje wad kiriye, lê belê di dema li cîh de, wî gotina xwe ya di waz kirinê de daye xuyakirin, ya ku li gor emrê Xelaskerê me Xwedê ji min re hatiye emanet kirin, ji Tîtûsê ku li gor baweriya me yî hevpar, lawê minî rasteqîn e re: Bila ji Bavo Xwedê û ji Xelaskerê me Mesîh Îsa ve xêr, dilovanî û xweşî (bi te re) be! Bona tu karên paş ve maye têxe rêzekê û mîna min emir dabû te ku li her bajarî tu kalepîran wezîfedar bikî, min ji bo vê te li Kirêtayê hişt. Ger yek bêsûc, zilamê pîrekek tenê be û zarokên wî yî baweriyê anîne û di derheqê wan de, ji ber bêedebî û bêrêziyê gilî nehatine kirin, hebe, wî wezîfedar bike. Ji ber ku ger çavdêr, keyayê mala Xwedê be, divê aliyekî wî yî rexneyî tune be; ne yekî ser hişk, zû hêrs dibe, zebûnê xemrê, zordest û li pey qezenca neheq ve direve be; lê belê divê yekî mêvanperwer, qencî hezkir, bi rastdîtin, dadmend, pîroz, saf û bikaribe xwe qontrol bike be; divê li gor perwerde kirinê, bibe yê ku bi zexmî, bi gotina dilsoz ve digire, da ku, bila di perwerdeya zexm de bikaribe teşwîqê bike û bikaribe dengê yên ku li dijî dibêjinê bibire. Ji ber ku pirr kesên asê, devtejî û xapînokî hene; bi taybetî alîgirtên sunetê ji vana ne. Divê mirov devê wan bigire; ji ber ku ew li oxira qezenca neheq, ya divê neyê hînkirin, hîn dikin û hemû malbatan xera dikin. Yekî ji wan, yekî ji peyxamberên wan gotiye: Kirêtayiyan her tim derewçîn, cenawirên har û teralên têrnexwur in! Ev şahdeyiya rast e; bi vê sedemê bona guh nedin efsaneyên Cihûdan û emirên yên ku ji rastiyê ve derketine, bona di baweriyê de zexm bibin, wan bi şiklekî dijwar îkaz bike. Bona kesên ku paqij in, her tişt paqij e, lê belê bona yên mindar û bêbaweran tu tişt ne paqij e; lê him hişê wan, him jî ûcdanên wan gemarî bûne. Bi Xwedê naskirina xwe mukir tên, lê belê bi karên xwe ve wî înkar dikin; ew mekrûh û bêîtaet in û ji bona her karê qenc bêkêr in. Lê belê tu tiştên ku li gor hînkariya zexm e, bide hînkirin: Bila zilamên kalepîr di têkiliyên xwe de giran, bipîvanî, bi rastdîtin û di bawerî û hezkirin û sebrê de zexm bin. Mîna vêya, divê jinên pîr di kirinên xwe de ne îftirakir û ne dîlê xemrê pirr bin; lê bila bibin mamosteyên birêz, yên qenciyê; da ku, bona ji gotina Xwedê re neyê kufir kirin, bila pîrekên ciwan, bi awayekî, ji zarokên xwe hez bikin û ji mêrê xwe hez bikin û bi rastdîtin bin, dil pak, di malên xwe de bixebat bin û bengî zilamê xwe bibin, perwerde bikin. Mîna vêya, zilamên ciwan jî bi rastdîtinê ve bi hewes bike. Bi kirina ya qenc, di her babetê de ji wan re bibe mînak. Di hînkariya xwe de giran û durust be, gotinên rast, yên ku kes li hember nesekine bibêje ku, bila yên dijraberiyê li me dikin, gotinekî tahl di derheqê me de bibêje nebînin û bişermin. Dîlan, bona ku di her babetê de bengî efendiyên xwe bibin, bi hewes bike; bila bengî efendiyên xwe bibin; bêyî dana bersivek ne li cîh û bêyî kirina diziyê, ewledarbûna xwe bitûmî bidin xuya kirin; da ku, bila hînkariya di derheqê Xwedayê ku Xelaskarê me ye de ji her alî ve birûmet bikin. Ji ber ku xêra Xwedê, ji bo hemû mirovan xelasiyê anînê ve, derketiye holê; ew hînî me dike ku, divê em bêxwedê bûnê û azweriyên dinê red bikin, bi benda derketina holê û rastbûna hêviya pîroz ya bilindahiya Xwedayê bilind û Xelaskerê me Îsa Mesîh, mayînê, em di dinya niha de, li gor temkîn û bawerî û teqwayê bijîn; wî, xwe di oxra me de radest kir, da ku, me ji her fesadiyê ve xelas bike, safî bike û netewa xas ya ku bona karên qenc bi xîret e, bona xwe paqij bike. Vana bi rayedariyek tam ve bighîne û guhdaran bi xwestek û qanih bike. Bila tu kes te biçûk nebînin! Bîne bîra wan ku bila bengî rêvebiran û dageriyan bibin, îtaetkar bin û bona kirina her tiştên qenc divê amade bin; bila ji kesekî re kufr mekin, ne şerger bin, lê bila serînerm bin; bila bi hemû mirovan ve têkiliyên xwe ji her alî ve bi nermî deynin. Ji ber ku demekê em jî kesên fêhm nekir, bêîtaet, xapînokî, dîlên azwerî û zewqên tewr bi tewr, yên di nava xerabî û çavnebariyê de dijiyan, yên ji wan dikerihîn û yên ji hev û din dikerihîn bûn. Lê belê gava qencî û hezkirina Xelaskerê me Xwedê, ya ku ji bo mirovan e, xuya kir; ne bi karên ku me bi rastiyê ve kirine, lê bi dilovaniya xwe, bi şuştina ji nû ve welidandinê ve û bi nû kirina Ruhê Pîroz ya bi navgîniya Xelaskerê me Îsa Mesîh ve pirr û pirr bi ser me ve rijand, me xelas kir; da ku, em bi xêra wî bi safkirinê ve li gor hêviya jiyana bêdawîn bibin mêrasker. Ev gotin dilsoz e û bona yên baweriya xwe bi Xwedê ve anîne, bi karên qenc ve mijûlbûnê bifikirin, ez dixwazim ku, tu, di derheqê van tiştan de, bi ewlekarî teyît bike. Vana, ji mirovan re, qenc û bifêde ne. Lê belê xwe ji gengeşiyên bêaqilî û li ber hev dana darê nîjadê û ji şer û keftûleftên di derheqê zagonê de ne, biparêze; ji ber ku ew tiştên bêfêde û vala ne. Paşî îkaz kirina yekemîn û duwemîn, têkiliyên xwe ji kesê partîvan ve bibire. Tuyê bizanibe ku, kesekî wusa, ji rê ve derketiye û xwe bi xwe mehkûm kirinê ve gunehan dike. Dema min Artemas, an jî Tîhîkûs ji te re şand neşand, xîret bike ku tu were cem min Nîkopolîsê; ji ber, min qirar da ku ez ê zivistanê li wir derbas bikim. Dema tu, zagonzan Zênas û Apollos bi rê ve bikî, bala xwe bide ku bila tu kêmasiyên wan tune bin! Û bila yên me jî hînî xwe dana karên qenc ve bibin; bi vî awayî dê motajiyên bingehîn bi dest ve bixin û dê jiyanek bê mêw nedomînin! Hemûyên ku li cem min in, silavê li te dikin! Silavê ji yên di baweriyê de ji me hez dikin re bibêje! Bila xêr bi we hemûyan re be! Amîn. Ji Pawlos, girtiyekê Mesîh Îsa û ji birayê Tîmotêyos ve, ji xoşewîst û hemkedkarê me Fîlêmon re û ji xwuşka me Afiya re û ji Arxîpoyê ku me pev re têkoşînê daye û ji Dêra ku li mala te ye re: Bila ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh ve xêr û xweşî ji we re be! Ez bi bihîstina hezkirin û baweriya te yî ji Xudan Îsa re û ji hemû pîrozan re, ji Xwedayê xwe re şikir dikim û di duayên xwe de her tim te bi bîr ve tînim; da ku, di zanîna hemû tiştên qenc yên ku di we de ne de, beşdariya te yî baweriyê bila bona Mesîh kiryar be. Ji ber ku hezkirina te ji min re bû çavkaniya dilşayiyek mezin û xemrevîniyê; ji ber ku birayê xoşewîst, dilên pîrozan bi navgîniya te şa bû. Ji ber vê yekê, çawa ku bona tiştê birêk ji te re emir bikim, di Mesîh de ez gellekî wêrek im, lê ez, Pawlosê kalepîr û niha jî girtiyê Mesîh Îsa, bi hezkirinê ve ji te rica kirinê çêtir digirim. Ji bo lawê xwe Onîsîmûs, yê ku ez di zincîrên xwe de jê re bûm bav, yê demekê ji te re bê fêde bû, lê belê niha ji te re û ji min re bi fêde ye, ji te rica dikim; wî, yanê, dilê xwe ji te re şûnda dişînim. Min dixwest ku heta dema ez di oxra Mizgîniyê de girtîbim dêvla te bona ku xizmetê ji min re bike, li cem xwe bigirim; lê belê heta ku erêkirina te nebe, min nexwest ku tiştekî bikim; da ku, bila qenciya ku tu bike, ne ji hewcedariyê, lê belê ji dil ve bibe. Ji ber ku demekî cudabûna wî ya ji te, dibe ku bona vêya bû, yanê, êdî tuyê wî ne mîna qûl, lê ji qûlan ve bilindtir, bi taybetî bona min, lê belê hîn pirr zêde him di bedenê de, him jî di Xudan de, bona te dê mîna birayek xoşewîst, abadîn bibe yê te bû. Niha ger tu min rêhevalê xwe dihesibîne, wî mîna ku tu min qebûl dike qebûl bike. Ger wî di tiştekî de neheqî li te kiribe, an jî deynê wî hebe, vêya li min bihesibîne. Ez, Pawlos vêya bi destê xwe dinivîsînim: Ez ê berdêla wê bidim! Herhal hewce nake ku ez bibêjim tu heta jiyana xwe jî deyndarê min î. Belê, ya birayo, bila di Xudan de fêdeyek te ji min re bibe; di Mesîh de dilê min şa bike! Ez bi bawerbûna îtaet kirina te û bi zanîna tuyê bi zêdeyî xwestekê min çêbike, ji te re dinivîsînim. Tevî vêya ji min re jî qonaxekî amade bike; ji ber, ez hêvî dikim ku, ez ê bi navgîniya duayên we ji we re bême bexşandin. Êpafrasê di Mesîh Îsa de hevalê minî girtîgehê, hemkedkarên min Marqos, Arêstarqos, Dîmas û Lûqa silavê li te dikin. Bila xêra Xudanê me Îsa Mesîh bi ruhê we re be! Amîn. Xwedê di demên kevin de bi navgîniya peyxamberan, gellek caran ji bavan re axifî, di dawiya van rojan de jî bi navgîniya Lawê xwe yê ku bi navdîtiya wî aleman afirandiye û kiriye mêraskerê her tiştî ji me re axifî; ew, şewla bilindahiya wî û xuyakirina rasteqîn ya gewhera wî ye û bi gotina xwe yî bi qudret, her tiştî hildigire; paşî ku ji gunehan ve safîbûnê pêk anî, di bilindahiyan de li aliyê rastê yê Mezinahiyê rûnişt. Û ji milyaketan her çiqas bû mêraskerê navekî çêtir, ji wan ewqasî derece hîn jî çêtir bû. Ji ber ku wî ji kîjan milyaketê re kengî gotiye: Tu Lawê min î, îro ez ji te re bûme Bav? Û dîsa: Ez ê ji wî re bibim Bav û ew ê jî ji min re bibe Law? Û dema ew yê pêşiyê bûyiye dîsa dişîne dinê, dibêje: Bila hemû milyaketên Xwedê ji wî re peristinê bikin! Û di derheqê milyaketan de dibêje: Milyaketên xwe dê bike ba û xizmetkarên xwe bike pêtên agir. Lê belê di derheqê Law de dibêje: Ya Xwedê, texta te heta bêdawîbûnê dê bimîne û gopala dadî, gopala serweriya te ye. Te ji rastiyê hez kir û ji xerabiyê kerihî; bona vêya Xwedê, Xwedayê te, te bi rûnê dilxweşiyê ve, ji hevalên te zêdetir mesh kir! Û: Ya Xudan, di destpêkê de, te bingeha erdê avêt; ezman jî karên destên te ne. Dê ew ê tune bibin, lê belê tuyê bimînî û dê hemû mîna kincekî kevin bibin. Tuyê wan mîna xeftanekî bade û dê ew mîna kincekî bên guherandin; lê belê tu her tim wek xwe yî û dê salên te neqedin. Lê belê ma wî ji kîjan milyaketê re kengî gotiye: Heta ku ez neyarên te ji lingên te re pêlik deynim, li rastê min rûne? Ma ew hemû ne ruhên xizmetkar, yên bona ji kesên ku dê xelasiyê mêras bigirin re xizmetê bikin, hatine şandin in? Ji ber vê yekê, bona ku bi herkê ve nekevin û neyên xiriqandin, divê em hê jî zêdetir bala xwe bidin tiştên ku me bihîstine. Ji ber ku ger gotina bi navgîniya milyaketan ve hatiye têgihandin pêdandî bû be û ger her sûc û her bêîtaetî bersiva ku heq kiriye girtibe, ger em dilxavî ya xelasiyek ûsa mezin bikin, ma em ê çawa birevin? Ev xelasiya, di destpêkê de bi navgîniya Xudan ve hate gotin, ji aliyê kesên ku bihîstine ve ji me re hate tesdîq kirin; Xwedê jî bi nîşanan, bi mûcîzetên tewr bi tewr, bi nuwazeyan û bi xelatên Ruhê Pîroz li gor xwestina xwe tevî wan şahdeyiyê kir. Ji ber ku wî, alemê ku em di derheqê wê de dibêjin, ya ku dê were bengî milyaketan nekir. Lê belê yekî li derekê, şahdeyiyê kir û got: Mirov çî ye ku, tu wî di bîra xwe de bîne, an jî lawê mirov çî ye ku, tu li wî bigere? Te wî ji milyaketan ve hinek nizm kir; te taca bilindahî û rûmetê li wî kir û li ser berhemên destên xwe te wî wezîfedar kir. Te hemû tiştan bengî bin lingên wî kir. Ji ber ku hemû tiştan ji wî re bi bengî kirinê ve, tu tiştekî nehatiye bengî wî kirin nehişt. Lê belê, niha, em hîn nabînin ku hemû tiştan ji wî re hatine bengî kirin. Lê belê em Îsayê ku hinekî ji milyaketan ve nizmtir hatiye danîn, yê bi xêra Xwedê, ji bona her kesî mirinê tahm bike di dawiya êşa mirinê, ya ku kişandiye de, bi şiklê taca bilindahî û rûmetê lê kirine dibînin. Ji ber, dema ku gellek lawan digehîştand bilindahiyê, gîhandina serokê wanî ji êşan rayedariyê, li gor wî dibû ku her tişt bona wî û bi navgîniya wî hene. Ji ber ku yê pîroz dike û yên tên pîroz kirin, hemû ji yekî ne; ji ber vêya ye ku, ew dema ji wan re bira dibêje, fedî nake, lê dibêje: Ez ê navê te ji birayên xwe re bêjim, di nava Civakê de, ez ê bi qesîdeyan ve pesnê te bidim! Û dîsa: Ez ê bi wî bawer bibim. Û dîsa: A vay, ez û zarokên ku Xwedê dane min. Ji ber ku zarok ji goşt û xwînê ve pardar in, ew jî bi eynî şiklî ji van tiştan re bû pardar, da ku, yê xwediyê hêza mirinê bû, yanê, Îblîs, bi navgîniya mirinê ve betal bihêle û hemû kesên di hemûya dema jiyana xwe de ji berya tirsa mirinê bûne dîl, azad kir. Ji ber ku ew alîkariyê ne ji milyaketan re, lê belê ji yên ji nîjada Birahîm ve tên re dike. Ji ber vêya ji her alî ve divê mîna birayên xwe biba; da ku, bila di xizmeta xwe yî ji Xwedê re de bibe Serokkahînekî dilovan û dilsoz û bikaribe ji gunehên gel re kefaretê bike. Ji ber ku bona ew hat ceribandin û êşê kişand, dikare alîkariyê li yên tên ceribandin re bike. Bona vêya, ya birayên pîroz, yê ku şirîkê banga ezmanî ne, çawa ku Mûsa di hemûya mala wî de dilsoz bû, li Îsayê Serokkahîn û Şagirtê mukuriya me, yê ku ji yê wî bi wezîfedar kiriye re dilsoz e, binihêrin. Ji ber, mîna ku yê xanî çêkiriye, ji malê ve zêdetir birêziyê dîtiye, ew jî, ji Mûsa zêdetir liyaqî bilindahiyek mezintir hatiye hesibandin. Ji ber ku her xanî ji aliyê çêkirekî ve tê çêkirin, lê belê di rastiyê de çêkirê her tiştî Xwedê ye. Mûsa bona ku şahdeyiyê li gotinên di demên were de bê gotin bike, di hemû mala wî de mîna xizmetkarekî dilsoz bû; lê belê Mesîh, li ser mala wî mîna lawekî dilsoz bû; ger em cesaret û hêviya ku em bi wê pesnên xwe didin heta dawiyê bê sistkirin bidomînin, mala wî em in. Ji ber vê yekê, mîna ku Ruhê Pîroz dibêje: Ger îro hûn dengê wî bibihîzin, li çolê, mîna di roja ceribandinê de, di hêrsê de be, dilên xwe tund mekin. Li wê derê kalikên we min bi hêçandinê ve ceribandin û çel salî karên min dîtin. Bo vê sedemê ez ji wê nifşeyê xeyidîm û gotim: Dilê wan tim ji rê ve çewt dibe, rêyên min jî hîn nebûn. Mîna ku di hêrsa xwe de sond xwarim, dê tu carî nekevin warê minî rehetiyê! Ya birano, bala xwe bidin, bila di we tu kesî de dilxerabiya bêbaweriyê ya ji Xwedê ve dûr dikeve tune be! Lê belê: Her ku, roj îroj e, hev û din her roj teşwîq bikin; da ku, bila tu kes ji we bi xapînokiya gunehan ve tund nebe! Ji ber ku ger em ewlebûna xwe yî di destpêkê de sist nekin û heta dawiyê bidomînin, wekî em bibin şirîkê Mesîh dibe; heta ku tê gotin: Ger îro hûn dengê wî bibihîzin, mîna di hêrsê de bû, dilê xwe tund mekin. Ji ber ku gava bihîstin, yên hêrs bûbûn kî bûn? Ma ne hemûyên di serokantiya Mûsa de ji Misirê derketine bûn? Û ma ew çel salî ji kîjanan re xeyidî? Ma ne ji yên gunehan kirine û cesedên wan li çolê ve hatine raxistinan re? Û xeynî bêîtaetkeran, di derheqê kê de sondê xwar ku ew ê nekevin warê rehetiya wî? Û em dibînin ku, ew ji berya bêbaweriyê neketin wir. Niha, hîn wada ketina warê rehetiya wî didome, ji ber yekî ji we bona ku ji wê şunda mayi xuyani nebe, em bitirsin! Ji ber ku mîna wan, ji me re jî mizgîniyek xelasiyê hate waz kirin; lê belê, ji ber, gotina ku bihîstibûn ji aliyê yên bihîstibûn ve bi baweriyê ve nekirin yek, qenciya gotinê ji wan re çênebû. Ji ber, mîna ku: Wekî min di hêrsa xwe de sond xwar, dê ew ê nekevin rehetiya min, gotiye, em, yên ku baweriyê anîne, dê bikevin wê rehetiyê; lê tevî vêya, karên wî ji avakirina dinê ve qediyaye. Ji ber ku wî di derekê de di derheqê roja heftemîn de wusa gotiye: Û Xwedê di roja heftemîn de ji hemû karên xwe rawestiya û li vî cîhî dîsa gotiye: Dê ew ê nekevin rehetiya min! Niha, ji ber pêdandiye ku, yên pêşiyê hatine mizgînî kirin dê ji ber bêîtaetiyê nekevinê, lê hinekan dê bikevinê, piştî ewqas demî, bi navgîniya Dawid ve: Îroj, dibêje û dîsa rojekê tayîn dike; herweha ji berê ve: Ger îro hûn dengê wî bibihîzin, dilê xwe tund mekin! hatiye gotin. Ji ber ku ger Yêşû rehetiyê bida wan, dê li paşî van tiştan, di derheqê rojekê din de negota. Bi vî awayî, rawestana rojek Sebtê ji gelê Xwedê re dimîne. Ji ber, Xwedê çawa ku ji karên xwe ve rawesta, dê yê têkeve rehetiya wî jî, bi xwe ji karên xwe raweste. Niha, bona ku bi eynî bêîtaetiyê kesek nekeve, em ji bo ketina wê rehetiyê xîret bikin. Ji ber ku gotina Xwedê zindî ye û bi bandûr e, ji her şûrê bi du devî hîn tûjtir e û heta can û ruh, mêjî û movikan ji hev û din cuda bike, dikare here kûrahiyê; armanc û ramanên dil, daraz dike. Û li ber wî mexlûqek veşartî nîne; lê belê li ber çavên yê ku divê em hesab bidinê, her tişt tazî û vekirî ne. Niha bona ku Îsayê Lawê Xwedê Serokkahînekî me û ezmanan ve derbas bûye heye, em mukuriya xwe bi zexmî ve bigirin! Ji ber, Serokkahînekî me, yê ku ji aliyê hêsan ve nikarî beşdarî lawaziyên me bibe nîne, lê yê di her tiştî de mîna me hatiye ceribandin, lê belê bê guneh e heye. Niha bona ku em bigihêjin dilovaniyê û bona em xêrê bibînin, ji bo ku di wextê de alîkariya wê bibe, em bi metirsiyê nêzîkî texta xêrê bibin! Ji ber ku, ji bona gunehan diyarî û qurbanan pêşkêş bike, her Serokkahîn ji mirovan ve tête stendin û di tiştên aidî Xwedê de bona mirovan tête tayîn kirin. Dikare bi nezan û bi yên ji rê ve derketine, bi nermî têkiliyê deyne; ji ber ku ew bi xwe jî bi lawaziyê ve hatiye girtin û ji ber vê yekê çawa ku bona gunehên gel, bi qurbandanê ve deyndar e, bona gunehên xwe jî deyndar e. Û mirov vê rûmetê ne xwe bi xwe ve, lê mîna Harûn, dema ji aliyê Xwedê ve bête bang kirin distîne. Bi vî awayî, Mesîh jî bona bibe Serokkahîn, xwe bi xwe bilind nekir, lê belê kesê ku ji wî re got: Tu Lawê min î, îroj ez ji te re bûm Bav, wî bilind kir; çawa ku, di derekê din de jî dibêje: Tu li gor sazûmana Melkîsedek, heta bêdawîbûnê kahîn e. Mesîh di rojên bedena xwe de, ji yê ku di hêza wî ji mirinê ve bikaribe xelas bike de ye bi qêrîn, feryad û hêstirên çavan ve dua û lavayan kirine û ji berya Xwedêtirsîna xwe hate bihîstin û ew çawa ku Law bû jî, lê ji keserên ku kişandine, hînî îtaetê bû û gava ew hate rayedar kirin û ji aliyê Xwedê ve li gor sazûmana Melkîsedek, bi Serokkahîntiyê ve hatiye wezîfedar kirin, bona hemû kesên ji wî re îtaet kirine, bûye çavkaniya xelasiya abadîn. Di derheqê vê de gellek gotinên me yî em bibêjin hene û ji ber, êdî guhên we di bihîstinê de giran bûne, şîrova wê dijwar e. Ji ber, çawa hûn deyndar bûn ku heta niha bibûna mamoste, lê dîsa hewceya we heye ku yekî destpêka hêmanên peyxamên Xwedê ji nû ve hînî we bike û hûn ne yên ku motajiya xwarina zexm, lê bûne yên ku motajiya wan ji şîr ve heye! Ji ber, her kesê ku bi şîr ve tê xwedîbûn pitik in û di gotina rastiyê de bê ceribandin in. Lê belê xwarina hişk bona gîhaştiyan, yanê, bona kesên sehkirinên wan bi ceribandinan ve bi perwerdebûnê ve hînî veqetandina qenc û xerabiyê bûne ne. Bo vê yekê, em bi berdana perwerde kirina pêşîn, ya di derheqê Mesîh de, berbi kamiliyê ve pêş ve biçin û dîsa ji karên mirî ve, em bingeha tobê, ji Xwedê ve bawerkirinê, perwerde kirina vaftîzan û danîna destan û vejîna miriyan û daraziya bêdawî nevêjin. Û ger Xwedê destûrê bide, em ê vêya çêbikin. Ji ber, bêîmkan e ku, mirov yên carekî hatine ronahî kirin, xelata ezmanî tahm kirine û bi Ruhê Pîroz ve hatine şirîk kirin û qenciya gotina Xwedê û qudretên dema bê tahm kirine, lê ji rê ve derketine, dîsa bîne rewşa tobe kirinê; ji ber ku ew dîsa Lawê Xwedê ji bo xwe li xaçê dixin û riswa dikin! Ji ber ku Xwedê zeviyên tim û tim barana ku bi ser ve dibarî vedixwe û bona kê tê çandin, zadên qenc dide wan, bi bereket dike; lê belê gava ew gîhayên bi kelem û stirîmişk bide, bêfêde ye, nêzîkî nalet lêanînê ye û dawiya wê şewat e. Lê belê xoşewîstno, çawa ku em wusa dibêjin, lê dîsa em bawer in ku rewşa we hîn jî qenc e û li gor xelasiyê ye. Ji ber ku Xwedê ne bê dad e ku; keda we û xizmet kirina we yî ji pîrozan re kiriye û hîn jî hûn dikin û hezkirina ku we ji navê wî re daye xuya kirin, ji bîr bike. Û em dixwazin ku, bona hûn bigihêjin bitûniya ewledariya ku hêviya we dide, her yekî ji we bila eynî xîretê bide; da ku, hûn teral nebin, lê belê li gor wekoka yên wad kirinan bi bawerî û sebrê ve mêras girtine, bikin. Ji ber ku dema Xwedê ji Birahîm re wadê kir, bona ku li ser mafê yekî hîn mezin nikarîbû sondê bixwe, li ser navê xwe sond xwar û got: Bi rastî ez ê bi zêdeyî te pîroz bikim û ez ê nîjada te, zehf zêde bikim! Û bi vî awayî, bi sebir kirinê gîhaşt wadê. Ji ber ku, mirov bona mafê yekî hîn jî mezintir sondê dixwin û li cem wan sond, tiştên tê gotin rast dike û hemû munaqeşeyan diqedîne ye. Xwedê xwest ku neguhertina armanca wada xwe hîn jî bi eşkeretî xuyayî mêraskerên wadê bide, wada xwe bi sondekê zeximand; da ku, em, yên ku bona girtina hêviyê, ya li ber me hatiye danîn ve xwe spartinê, bi navgîniya van her du tiştên ku di wan de derew gotina Xwedê bêîmkan e û nayên guhertin, bibin xwediyê xemrevînek xwurt. Ev hêviya me, mîna hesinê keştiya can zexm û ewle ye, derbasî aliyê dinî perdê, ya hundir dibe; Îsa li gor sazûmana Melkîsedek, abadin bû Serokkahîn û bona me bi pêşengî derbasî wê derê bû. Ji ber ku ev Melkîsedek, qiralê Salemê û kahînê Xwedayê bilind bû; ji pêşwaziya Birahîmê ji bindestkirin û xerakirina qiralan ve vedigeriya re derketibû û wî pîroz kiribû û yê ku Birahîm jî dehekê her tiştî da wî; li gor wateya navê xwe, pêşiyê: Qiralê dadmendiyê ye, pişt re jî: Qiralê Salemê, yanê: Qiralê xweşiyê ye. Ew bê bav, bê dayik, bê nîjad e; di wî de, ne destpêka rojan û ne jî dawiya jiyanê heye; lê belê bi mîna Lawê Xwedê ve kirinê, li ser domahiyê bi kahînbûnê ve bimîne. Niha li vî zilamî binihêrin; çiqas mezin e bibînin; bapîrê mezin Birahîm jî, ji xenîmetê dehekê daye wî! Û li gor zagonê, kesên ji nîjada Lêwî bin û wezîfeya kahîntiyê bigirin, ji gel, yanê, ji nîjada Birahîm ve jî bin, emir hate dayîn ku dikarin ji birayên xwe ve dehekê bistînin; lê belê yê ku nîjada wî ji wan nehatiye hesibandin, ji Birahîm ve dehekê girtiye û ji kesê ku wad jê re bûn re, dua xêrê kiriye! Û îtiraz lê nayê kirin ku, piroz kirin ji aliyê yê hîn mezin ve ji yê hîn biçûk re tê kirin. Û li vir, kesên fanî dehekê distînin; lê belê li wir, yekî ku li jîndariya wî şahdeyî tê kirin distîne. Û dikare bête gotin ku, Lêwiyê dehekê distend jî bi navgîniya Birahîm ve, ji dehan yekî daye; ji ber ku Melkîsedek dema pêşwaziya wî kir, ew hîn di bedena bapîrê xwe de bû. Niha ger bi navgîniya kahînê Lêwiyî bikaribana bigîhiştina rayedariyê –ji ber ku gel li binya vê kahîntiyê gîhaşt zagonê– êdî çi hewce hebû ku ne li gor sazûmana Harûn, li gor sazûmana Melkîsedek kahînek din bê? Ji ber ku, dema kahîntî têguherîn, hewceyî dibe ku zagon jî bê guhertinê. Ji ber ku yê bi vî awayî di derheqê wî de tê qal kirin, ji eşîrekî din e; ji vê eşîrê tu kes, li pêşkêşiyê xizmetê nekirine. Ji ber, eşkere ye ku, Xudanê me ji Cihûda ve derketiye û Mûsa di derheqê kahînan de ji bo vê eşîra tu tişt negotiye. Dema kahînek dinî mîna Melkîsedek derketiye navendê, vê gotina me êdî hîn jî eşkere ye; ew, ne bi şerta pêşiya zagonê ya li gor bedenê ye, lê belê bi hêza jiyanekî nikare bê tunekirin bûye; ji ber ku, bi gotina: Tu li gor sazûmana Melkîsedek, abadîn kahîn î, ew ji wî re şahdeyî dike. Ji ber ku emirê berê ji berya lawazbûn û bêfêdebûna xwe derbasnabî hate danîn, –ji ber ku zagonê tu tiştî bi rayedar nekir– û dêvla vêya, hêviyek hîn jî zexm, ya em bi navgîniya wê nêzîkî Xwedê dibin hate dayîn. Û herweha ev bê sond nebû –ji ber ku yên din bê sond bûbûn kahîn, lê belê ev bi sonda yê ji wî re gotiye: Xudan sond xwar û poşman nabe: Tu heta bêdawîbûnê li gor sazûmana Melkîsedek kahîn e, bû–, li gor vêya Îsa bûye kefîlê peymanek hîn jî qenc. Û ew bi hejmarî bûn gellek kahîn, ji ber ku bona mirinê, ji domandinê ve hatin men kirin; lê belê ji ber ku ew abadîn mayî ye, kahîntiya wî ya nayê guhertin heye. Û ji ber vê yekê hêza wî bes e ku yên bi navgîniya wî ve nêzîkî Xwedê dibin, bitûmî xelas bike; ji ber ku bona ji wan re şefaetê bike, her tim dijî. Ji ber ku ji me re Serokkahînek ûsa hewce dikir ku, divê pîroz, bêsûc, bêgemar, ji gunehkaran ve veqetiyayî û ji ezmanan ve hîn jî hatiye derxistinî bilindiyan be; ew, ne hewce ye ku her roj mîna Serokkahînan pêşiyê bona gunehên xwe, dawiyê jî bona gunehên gel qurbanan pêşkêş bike; ji ber ku gava wî xwe bi xwe pêşkêş kir, vêya di yek carê de ji bo hemû caran kir. Ji ber ku zagon, mirovên lawaziyên wan hene, bi Serokkahîntiyê ve wezîfedar dike; lê belê gotina sondê, ya li pey zagonê ve hatiye, Lawê heta bêdawîbûnê bêqisûr e, tayîn kiriye. Niha, nuxtika sereta ya gotinên me ev e: Li ezmanan, li aliyê rastê, yê texta Bilindahiyê rûniştiye, li cîhê pîroz, bûye xizmetkarê perestgeh û Çadira rasteqîn ya ku ne ji aliyê mirovan ve, lê belê ji aliyê Xudan ve hatiye ava kirin, Serokkahînek me yî ûsa heye. Ji ber ku her Serokkahîn, bona pêşkêşkirina boraq û qurbanan tê tayîn kirin; ji ber vê yekê, divê tiştekî Serokkahînê me jî hebe ku pêşkêş bike. Niha ger ew li rûyê erdê ba, ji ber yên li gor zagonê qurbanan pêşkêş dikin hene, ew bi xwe nedibû kahîn. Mîna ku, gava li ber avakirina çadirê bû Mûsa ji aliyê Xwedê ve hate îkaz kirin, vana ji mînak û siya ezmanan re xizmetê dikin; ji ber ku dibêje: Binihêre, tuyê her tiştî li gor mînakên wanî li çiyê ji te re hatine nîşan dayîn çêbike! Lê belê niha ewqasî navgîniyê li peymanek hîn jî qenc, ya li ser wadên qenc ve avabûye yî, gîhaşt wezîfeyek hîn jî bilind. Ji ber ku ger ew peymana yekemîn bêqisûr ba, ji ya duwemîn re cîh nedihat gerîn. Ji ber ku di wan de qisûrê dibîne û ji wan re dibêje: A vay, Xudan dibêje, rojên ku ez bi mala Îsraêl û bi mala Cihûda ve peymanek nû çêbikim tên. Dê vêya mîna peymana ku bona kalikên wan ji Misirê derxînim, roja min bi destê wan girt û bi wan re çêkirin nebe. Ji ber ku ew dilsozî peymana min neman, min jî rû ji wan ve guherand, Xudan dibêje. Ji ber ku paşî wan rojan, Xudan dibêje, peymana ku ez bi gelê Îsraêl ve çêkim ev e: Ez ê zagonên xwe bi hişê wan ve bineqşînim û vana li ser dilên wan binivîsînim û ez ê bibim Xwedayê wan, ew ê jî bibin gelê min. Û êdî tu kes dê bi gotina Xudan nas bikin! aqil nede hemwelatiyê xwe û birayê xwe. Ji ber ku dê ji biçûkên wan heta mezinên wan, hemûyên wan min binasin. Ji ber ku ez ê li dijî fesadiyên wan dilovan bim û êdî gunehên wan di bîra xwe de neynim. Bi gotina Peymanek nû: Wî ya yekemîn kevin kiriye; lê belê yê kevn û kal dibe, nêzîkî dîtina tunebûniyê ye. Niha, qaîdeyên peymana yekemîn yên peristinê û perestgeha dinyewî jî hebûn. Ji ber ku çadirek avakirî hebû; di birra yekemîn ya ku navê wê cîhê pîroz bû de, şimadank, sifre û nanên aramiyê hebûn. Û paşî perda duwemîn çadira ku navê wê Cîhê Herî Pîroz e hebû û di wê de pêşkêşîgeha buxurê ya zêrînî û Sindoqa Peymanê ya ji her alî ve bi zêr ve bitamdayî hebû; di nava wê de şerbikê mannê ya bi zêran ve hatiye çêkirin, gopalê Harûn ya şiv dayî û lewheyên peymanê hebûn û kerûbiyên bilindahiyê yên ku li kefaretgehê sîh dikirin li ser wê disekinîn; lê niha di derheqê wan de bi cudayî gotin ne mimkun e. Û her tişt bi vî awayî hate sazûman kirin pê ve, kahînan her tim dikevin birra pêşîn ya çadirê û wezîfa peristina xwe tînin cîh; lê belê tenê Serokkahîn di salê de carekê dikare têkeve ya duwemîn; di ser de bêyî xwîna qurbana ya bona xwe û bona sûcên gel ji nezaniyê kirine pêşkêş kiriye nikare têkeve. Bi vêya, Ruhê Pîroz dide xuya kirin ku, heta ku çadira yekemîn bisekine, rêya cîhê pîroz hîn nehatiye xuya kirin. Vêya, bona dema niha mînakek e; li gor vêya qurban û diyariyên ku ûcdanê yê peristinê dike nikarin bigihînin kamiliyê têne pêşkêş kirin; bi xwarin, vexwarin û bi tewr tewrî şuştinan ve û qaîdeyên cismanî, yên tenê heta wexta islehkirinê hatine danîn bûn. Lê belê Mesîh, bi Serokkahîntî bûna tiştên qenc yên dê bên, derket navendê; ji ya bi dest ve nehatiye çêkirin, yanê, ji çadira ne ji vê afirandinê ye û hîn jî mezin û rewneqdar e derbas bû; ne bi xwîna nêrî û golikan, lê belê bi avakirina xelasiya bêdawî, bi xwîna xwe di yek carê de ji bo hemû caran ket cîhê pîroz. Ji ber ku ger bona paqijiya laşê, xweliya nogin û xwîna gamêş û nêriyan, ya ku bi wan bête weşandin, yên gemarî bûne, pîroz bike; dê xwîna Mesîhê bi navgîniya Ruhê abadîn, xwe bi bêleketiyê pêşkêşî Xwedê kiriye, bona hûn ji Xwedayê zindî re qûlitiyê bikin, ûcdanê we ji karên mirî ve paqij kirina wê çiqas biryar e! Û bi vê sedemê, ew navberê peymanek nû ye jî, da ku, wekî bona fîdya sûcên ku di bin peymana yekemîn de ne mirin pêk hatibe, bila yên ku hatine dawet kirin wada mêrasa abadîn bistînin. Ji ber ku li ku derê wesiyetek hebe, divê mirina wesiyetkir hatibe îspat kirin. Ji ber ku li ser mirinê wesiyet derbas dibe; heta ku wesiyetkir bijî, tu çalakiya wesiyetê tune. Bi vê sedemê peymana yekemîn jî heta ku xwîn nehat rijandin, neket derbasbûnê. Ji ber ku Mûsa, paşî her yek emirên li gor zagonê têgihand hemûya gel, bi hiriyê sor, gihayê zûfayê û bi avê ve xwîna nêrî û golikan girt û him li ser pirtûkê, him jî li ser hemûya gel ve reşand û got: Xwîna peymana ku Xwedê dixwaze hûn li pey herin ev e! Mîna vêya li ser çadir û hemû tiştên di peristinê de tên şuxulandin jî xwînê reşand. Û li gor zagonê, hema her tişt bi xwînê ve tên paqij kirin û bê xwîn rijandinê bexşandin nabe. Niha, hewce kir ku, mînaka tiştên ku li ezmanan e bi vana, lê belê bi xwe yên ezmanî, bi qurbanên hîn jî qenc bête paqij kirin. Ji ber ku Mesîh, ne ji bo mînakiya yê rasteqîn, cîhê pîrozê bi dest ve hatiye çêkirin, lê belê bona ji bo me di hizûra Xwedê de xuyanî bibe, bi xwe ket ezman; wekî ku Serokkahîn ji salê heta salê, bi xwînekî ne ya xwe dikeve Cîhê Herî Pîroz, ne bona xwe gellek caran pêşkêş bike ye jî; ya na hewce dikir ku wî ji avakirina dinê ve gellek caran keserê bikişanda; lê belê niha, ew carekê bona betaliya gunehê, di dawiya deman de bi qurban kirina xwe ve hatiye xuya bûn. Û bona mirov çawa carekê mirin û paşî wê daraz bûn çarenîn be, bi vî awayî, Mesîh jî bona gunehê gellekan li xwe bar bike carekê hate qurban kirin; cara duwemîn, ne ji bona gunehan, lê bona yên li benda wî ne xelas bike dê xuyayî wan bibe. Ji ber ku, zagon ne bi xwedîtiya sûretê esil ya tiştên qenc, yên ku dê werin, bi xwedîbûna siya wê, tu carî yên ku bi qurbanên wekhev yên ji salê heta salê bidome, pêşkêş dikin, nêzîk dibin, nagihîne gehîştinê. Ya na, dê dawî nedana pêşkêşiyê qurbanan? Ji ber ku yên peristinê dikin, carekê ji gunehên xwe ve bên paqij kirinê pê ve, êdî haya gunehan bi wan re nedima. Lê belê ji salê heta salê, di wan qurbanan de bîranîna gunehan dibe. Ji ber ku xwîna ganêr û nêriyan, gunehan ji navendê ve ranakin. Bona vêya, dema ew tê dinê, dibêje: Te qurban û pêşkêşî nexwest, lê belê te ji min re bedenek amade kir. Tu ji qewlên tên şewitandin û ji qurbanên bona gunehan ve tên pêşkêşkirin xoşnûd nebû. Wê çaxê min got: –Di tomara kitêbê de ji bona min hatiye nivîsandin–; bona ku viyana te çêbikim, ya Xwedê, a vay, ez hatim! Wî ji jor: Te qurbanan, pêşkêşiyên qewlên tên şewitandin û qurbanên, bona gunehan ve tên pêşkêş kirin nexwest û tu ji wan xoşnûd nebû; –yên ku li gor zagonê tên pêşkêş kirin–, gote pê ve, wê gavê: Bona ku viyana te çêbikim, ya Xwedê, a vay, ez hatim got. Ew bona ku ya duwemîn derbasbûyî deyne, ya yekemîn radike. Di yek carekê de ji bo hemû caran bi pêşkêşî kirina bedena Îsa Mesîh ve, em di wê viyanê de hatin pîroz kirin. Û her kahîn roj bi roj, li ser linga disekine û wezîfa xwe dike û eynî qurbanên ku tu carî nikarin gunehan ji navendê rakin, dîsa û dîsa pêşkêş dike; lê belê wî bona gunehan, qurbanekî heta bêdawiyê derbas dibe pêşkêş kir pê ve, ji wê demê ve heta neyarên wî ji bin lingên wî re mîna pêlikê bêne raxistin sekiniye û abadîn li aliyê rastê Xwedê rûniştiye. Ji ber ku yên hatine pîroz kirin, bi pêşkêşiyekî heta bêdawiyê gîhandiye kamiliyê. Û Ruhê Pîroz jî di vê babetê de şahdeyiyê ji me re dike; ji ber ku pêşiyê dibêje: Xudan dibêje: Paşî wan rojan peymana ku ez bi wan re bibirim ev e: Ez ê zagonên xwe têxim dilên wan û ez ê vana li hişên wan binivîsînim. Pişt re jî dibêje: Êdî ez ê guneh û sûcên wan di bîra xwe de neynim. Niha di rewşa efûbûna vana de, êdî bo guneh hewceyî ji pêşkêşiyê re nîne. Niha, ya birano, bi xwîna Îsa ve, ji perdê, yanê, ji rêya nû û zindî, ya ku ji bedena xwe ve ji me re tirxan kiriye, wekî cesareta me hebe ku em têkevin cîhê pîroz û çawa ku li ser mala Xwedê kahînek me yî mezin hebe, wekî ku dilê me ji ûcdanê xerab ve hatibe paqij kirin û bedena me bi ava paqij ve hatibe şuştin, em bi tijîbûna baweriyê, bi dilekî rasteqîn ve nêzîk bibin; bêyî dudilî, bi awayekî şidandî, bi mukurhatina hêviyê ve bigirin, ji ber, yê ku wadê dike, dilsoz e û mîna ku hinekan ji xwe re kirine adet, em civînên xwe neterekînin, lê belê her çiqas hûn nêzîk bûyîna rojê dibînin, hev û din ewqasî zêde teşwîq bikin, bona cehd kirina hezkirin û karên qenc em ji hev û din re balkêş bin! Ji ber, paşî ku em hînî qebûlkirina zanyariya rastiyê bûn, ger em bizanîn guneh kirinê bidomînin, bona gunehan êdî qurban namîne; lê li benda sekinîna bi tirs ya darazbûnê û agirê sor yê dê neyaran bixwe û biqedîne bimîne. Kesekî zagona Mûsa bi valahiyê hesibandiye, li ser gotinên du an jî sê şahdeyan ve dê bêyî dilovaniyê bimire. Ger kesek, Lawê Xwedê bigre bin lingan, xwîna peymanê ya ku wî pîroz kiriye bêrêz bihesibîne û heqaretê li Ruhê keremkar bike, hûn dibêjin qey dê hîn liyaqî cezayekî çiqas giran be? Ji ber ku em, yê: Tol ya min e, ez ê berdêla wê bidim û dîsa: Dê Xudan gelê xwe daraz bike dibêje, dinasin. Bi dest ketina Xwedayê zindî, tiştek bi tirs e! Lê belê paşî ronahî bûnê, rojên pêşîn yê ku, hûn ji aliyekî bi gazinc û tengasiyê, ji temaşeyê re hatibûn pêşkêş kirin, ji aliyê din jî bi pardar bûna yên ku vê muamelê dibînin ve, berxwedana têkoşîna êşên mezin di bîra xwe de bînin. Ji ber ku hûn him bûn şirîkê derdên yên girtîgehê, him jî bi zanîna malik we yî hîn jî qenc û mayînî heye, bi kêfxweşiyê li talan kirina malên xwe nihêrtin. Bona wê, ewlehiya xwe ya ku xelata wê ya mezin heye, ji xwe nevêjin! Ji ber, paşî ku hûn viyana Xwedê bînin cîh, bona gîhaştina wadê, hewceya we ji sebrê ve heye. Ji ber ku êdî: Yê dê bê, dê di herî nêzîk de bê û dê dereng nemîne. Lê belê dê yê salih, bi baweriyê ve bijî û ger ew paş ve vekişe, dê canê min ji wî razî nebe. Lê belê em ne ji yên paş ve vedikişin û helaq dibin in; lê yên ji bo xelasiya can baweriyê aniye ne. Niha bawerî, bi tiştên ku ji wan hêvî têne kirin ewlebûn, ji tiştên ku nayên xuyanî kirin re qinyat e. Ji ber ku ji mirovên demên kevn re bi vêya şahdeyî hate kirin. Bi baweriyê ve em fêhm dikin ku, kaînat bi gotina Xwedê ve hatiye afirandin; ûsa ku, tiştên xuya dibin, ji yên dîtbar ve çênebûn. Bi baweriyê ve Habîl, qurbanekî ji ya Kayîn ve qenctir pêşkêşî Xwedê kir û di derheqê diyariyên wî de Xwedê bi şahdeyî kirinê, bi vî awayî ji salih bûna wî re şahde bû û çawa ku ew miriye jî, bi vê navgîniyê ve hîn jî dibêje. Bi baweriyê ve Henox, bona mirinê nebîne hate neqil kirin û nehat dîtin; ji ber ku Xwedê wî neqil kiribû; ji ber ku beriya neqilbûna wî, şahdeyî hate dayîn ku, ew ji Xwedê re meqbûl e. Lê belê bê bawerî, meqbûl bûn bêîmkan e; ji ber yê ku nêzîkî Xwedê bibe, divê bawerî bîne ku ew heye û dê yên li wî digerin, bi xelat bike. Bi baweriyê ve dema Nûh, di derheqê tiştên hîn nebûne de, ji aliyê Xwedê ve hate îkaz kirin, bi tirsa Xwedê bona xelasiya maliyên xwe keştiyekî ava kir; bi vêya dinê daraz kir û bû mêraskerê rastiya xwe spartiye baweriyê. Bi baweriyê ve Birahîm dema bona cîhê ku bi mêrasî bigire ji wî re hate bang kirin, îtaet kir û bêzanîna dê here ku derê, derket rê. Li warê ku bi baweriyê ve hatiye wad kirin, tevî Îshaq û Aqûp yên hemmêraskerên eynî wadê ne re, wekî li warekî biyan be, di çadiran de rûnişt û bû mêvan; ji ber, ew li benda bajarê ku bi bingeh, yê ku mîmar û çêkirê wê Xwedê ye, bû. Bi baweriyê ve Sara bi xwe jî ji ber ya hatiye wad kirin, ewledar hesibandibû, bi stewrbûn û temen derbasbûna xwe jî, bona ducanî manê ve hêz dît. Ji ber vê yekê, ji zilamekî tenê, di ser de, ji yekî ji miriyan ve ne cihê ye, bi hejmarî qasî stêrkên ezmanan û mîna qûma li qeraxa behrê wertên bê hejmar çê bûn. Hemûyên wan kesan di baweriyê de mirin û negihîştin yên hatine wad kirin, lê belê wan ji dûr ve dîtine û silav danê û li rûyê erdê xerîb û mêvan bûna xwe bi eşkeretî qebûl kirin. Ji ber ku yê ûsa diaxifin, xuya dikin ku, li welatekî digerin. Û bi rastî, ger cîhê ku ji wê derketine bifikiriyana, dê bona vegerê fersenda wan hebûya. Lê belê ew niha ya hîn jî qenc, yanê, ya ezmanî dixwazin; ji ber vê yekê Xwedê, bi bîranîna, Xwedayê wan bûna xwe şerm nake; ji ber ku bajarekî ji wan re amade kiriye. Bi baweriyê ve Birahîm, dema ku hate ceribandin, Îshaq bi qurbanî pêşkêş kir; yê ku wadan girtiye, lawê xwe yî yekane qurban bikira û yê ku jê re hatibû gotin: Dê di Îshaq de nîjada te bête bang kirin. Ew bi hesibandina, Xwedê şiyandar e ku, heta ji miriyan jî bivejîne û bi nimînandinekê jî wî ji wir şunda girt. Bi baweriyê ve Îshaq, di derheqê tiştên dê bên de Aqûp û Esav pîroz kirin. Bi baweriyê ve Aqûp, dema dê bimira, her du lawên Ûsiv pîroz kirin û xwe da serê çoyê xwe û secde kir. Bi baweriyê ve Ûsiv, dema bimira, derketina lawên Îsraêl di bîr de anî û emirê di derheqê hestiyên xwe de da. Bi baweriyê ve dema Mûsa hate dinê, ji aliyê dayik û bavê xwe ve, sê mehî hate veşartin; ji ber ku xweşikya lawik dîtin û ji fermana qiral ve netirsîn. Bi baweriyê ve dema Mûsa mezin bû, bi lawê qîza Fîrawûn bûnê ve nasînê red kir. Bi gelê Xwedê re heqaretê dîtinê, ji demekî ajotina kêfa gunehê ve çêtir dît. Ji bo Mesîh biçûk hatin dîtinê, dewlemendiyek ji xezîneyên Misirê mezintir hesiband; ji ber ku ew li xelata ku dê bistîne dinêriya. Bi baweriyê ve ji hêrsa qiral netirsiya, wî dev ji Misirê berda; ji ber mîna kesê nayê dîtin, dibîne, li berxwe da. Bi baweriyê ve wî Fisihê û reşandina xwînê pêk anî, da ku, yê yên pêşîbûyînê helaq dike, dest nede wan. Bi baweriyê ve ew ji Behra Gewez, mîna ji erdê ve derbas dibin, derbas bûn; dema Misiriyan vêya ceribandin, xeniqîn. Bi baweriyê ve piştî ku heft roj dor lê hate zivirîn, sûrên Erîhayê ketin. Bi baweriyê ve ji ber ku Rehaba fahîşe, casûsan bi xweşiyê ve qebûl kiribû, bi bêbaweran re helaq nebû. Û hîn ez çi bibêjim? Ji ber ku ger ez di derheqê Gîdeon, Barak, Şîmşon, Yeftah, Dawid û Samûyêl û peyxamberan de bibêjim, dê wexta min têra wê neke. Bi baweriyê ve wan welatan feteh kirin, dadiyê ava kirin, gîhaştin tiştên hatine wad kirin, devê şêran girtin; hêza agirê tefandin, ji devê şûr ve reviyan; ji lawaziyê ve xwurt bûn, di şer de dijwar bûn, artêşên biyan dan revandin. Pîrekan, miriyên xwe bi navgîniya vejînê ve paş ve stendin û hinekan jî berdan qebûl nekirin, bi hêviya vejînek hîn jî qenctir lêdanan dîtin; hin kesên din jî rastî qerfan hatin û hatin qamçî kirin, heta hatin bi zincîr kirin û girtin; hatin kevir kirin, bi birekê ve hatin jêkirin, hatin ceribandin û ji şûr ve hatin derbas kirin û hatin kuştin; di nava postê mîhan û çermê bizinan de geriyan, xizaniyê kişandin, rastî tengasiyan hatin, muamela xerab dîtin; dinya ne liyaqî wan bû; li çolan û çiyayan û di şikeftan û çalên bin erdê de geriyan û man. Û hemûyên wan, çawa ku bi navgîniya baweriyê ve şahdeyî stendibûn jî, negîhaştin wadê; ji ber ku bona xeynî me, ew negihêjin kamiliyê, Xwedê di derheqê me de tiştekî hîn jî qenc amade kiriye. Niha ji ber ku ewrê şahdeyan, ya ewqasî mezin dor li me girtine, em jî her giraniyê û gunehê ku bi hêsanî dor li me pêçaye berdin û li Îsayê ku destpêkirê baweriyê û temamkirê wê ye binihêrin û bazdana ku danîne ber me bisebr baz bidin; ew, di oxra kêfxweşiya ku danîne ber wî de şermezariyê bi tiştekî nehesiband û tehemûlî xaçê kir û li aliyê rastê yê texta Xwedê rûnişt. Niha bona ku hûn di canê xwe de biwestinê ve metirsiya xwe winda nekin, yê li dijî ev qas dijraberiya gunehkaran li ber xwe daye bifikirin! Di şerê li dijî gunehan de we hîn heta ku xwîn birije, di berxwe nedan û we vê şîreta, mîna ji lawan re bête gotin, ji we re hatiye gotin ji bîr kirin: Ya lawê min, perwerde kirina Xudan biçûk nebîne û dema tu ji aliyê wî ve bête azirandin, sist nebe! Ji ber ku Xudan, bi hezkirê xwe ve dipeke û li her lawê ku qebûl kiriye ve dixe. Ger hûn bona perwerdebûnê sebir bikin; dê Xwedê mîna lawan muamelê li we bike; ji ber, ma kîjan law heye ku, bavê wî, wî perwerde neke? Lê belê ger hûn bêyî perwerdebûna ku her kes dibîne bin, hûn ne law, ewladên dervî zagonê ne! Xeynî vê yekê, bavên me yî dinyewî yên me perwerde dikirin jî hebûn û me hurmetê ji wan re dikirin; gelo hewce nake ku em hîn jî bi zêdeyî ji Bavê ruhan re bi îtaet kirinê ve bijîn? Ji ber ku wan, mîna li cîh didîtin, di demekî kurt de me perwerde dikirin; lê belê ew, bona ku em bibin şirîkên pîroziya wî, me bo qencîtiya me perwerde dike. Her perwerdebûn, pêşiyê şêrîn nayê, tahl tê; lê belê ev dawiyê bona yên tên perwerde kirin, rastiya ku dilxweşiyê dide ava dike. Bona vêya destên pançilmî rakin, çongên xwar rast bikin, bona lingên xwe rêyên rast çêkin; da ku, bila yê kûd ji rê ve dernekeve, lê belê hîn jî zêde şifê bibîne! Tevî her kesî li pey aştî û pîroziya ku tu kes bêyî wê nikare Xudan bibîne ve baz din! Bala xwe bidin ku bila tu kes bê xêra Xwedê nemînin; bila di hundirê we de rehek tahl ya we bê aram bike û bi vêya ve gellek kesan gemarî bike, şiv nede; bila nebe zilamekî bê teqwa, yê zînekar, an jî mîna Esavê ku mafê lawê pêşiyê bûyînê bi berdêla xwarinekê firotiye. Ji ber, hûn dizanin ku, wî dawiyê xwest mafê pîrozahiyê şunda bistîne jî, hate red kirin; ji ber ku bi hêstirên çavan li wê geriya jî, wî bona tobê îmkan nedît. Ji ber ku hûn nêzîkî çiyayê dikare destpêkeve û bi agir ve dişewite û tarî, tariya kûr û bahozê û bi gurmîna borîjena bangê û dengê gotinan nebûn; yên wî dengî bihîstin, bona gotinekî din ji wan re neyê gotin li ber geriyan; ji ber ku, wan nikarîbûn li ber emirê: Ger heywanek jî xwe li çiyê bixe, dê bête kevir kirin, tehemûl bikirana! Û xuyabûnî ewqas tirsehêz bû ku, Mûsa: Ez zehf ditirsim û dilerizim! gotibû. Lê belê hûn di nava şahiyek cejnê de, nêzîkî Çiyayê Siyonê, bajarê Xwedayê zindî, Orşelîma ezmanî û bi deh hezaran milyaketan û Civaka gelemperî, ya yekembûyên ku li ezmanan ve hatine qeyd kirin, Xwedayê darazkerê her kesî û ruhên kesên salih yên gîhaştine rayedariyê û Îsayê navdîtê peymana nû û xwîna reşandinê ya ji xwîna Habîl ve qenctir diaxife bûn. Xwe biparêzin, yê ku dibêje red mekin! Ji ber ku ger dema wan yê li rûyê erdê wan îkaz kir red kirin, çawa nikarîbûn xelas bibin, ger em wecê xwe ji yê ji ezmanan ve dibêje bizivirînin, em hîn jî zêde xelas nabin! Wê çaxê, dengê wî erdê lerizandibû; lê belê niha, bi gotina: Carekî din, tenê ne erdê, ez ê ezman jî bilerizînim! soz daye. Û gotina: Êdî carekî din, dide xuya kirin ku, dê yên dilerizin, wekî tiştên ku hatine afirandin bin, bêne rakirin; da ku, yên nalerizin bila baqî bimînin. Ji ber vê yekê, bona ku em ê qiraletiyek nalerize bigirin, bila xweşxwaziya me hebe ku, em bi wê, bi awayekî ji Xwedê re meqbûl be, bi hurmet û teqwayê biperistin! Ji ber ku Xwedayê me, agirek dişewitîne û diqedîne ye. Bila hezkirina biratiyê daîm be! Mêvanperweriyê ji bîr mekin; ji ber ku bi vêya, hin kesî bi nezanî milyaketan kirin mêvan. Girtiyan, wekî ku hûn bi wan re hatibin girêdan, yên ku heqeretê dibînin, hûn bi xwe jî, wekî yên ku di bedenê de ne, di bîra xwe de bînin. Di nava giştikan de zewac, bila mûteber be û bila livîn bêleke be; ji ber ku dê Xwedê, kesên fuhûş û zînayê dikin daraz bike! Bila jiyana we li dûrî hezkirina pera bibe; bi tiştên hûn lê xwedî ne qinyatê bikin; ji ber ku wî bi xwe got: Ez te tu carî berhewa dernaxînim û tu carî te bernadim! Bi vî awayî em bi dilawêrî dibêjin: Xudan alîkarê min e, ez natirsim; ma mirov dikare çi bi min bike? Serokên xwe yî yên gotina Xwedê têgîhandine we, di bîr de bînin; li dawiya jiyana wan binihêrin û baweriya wan ji xwe re mînak bigirin! Îsa Mesîh, doh, îro û heta bêdawiyê eynî ye! Bi hînkariyên cihê û xerîb, bi der û dorê ve neherikin; ji ber ku ji dil re, bi xêrê ve pêdandî mayîn qenc e, ne bi xwarinê ve; yên ku bi vana mijûl bûn, tu qenciyê nedîtin. Pêşkêşiyek me heye ku, heqê ji wê xwarina yên ji çadira peristinê ve xizmetê dikin, tune ye. Ji ber, laşên heywanên ku Serokkahîn xwîna wan, bona gunehan dibe cîhê pîroz, li derveyî artêşgehê ve tête şewitandin. Bo vêya, Îsa jî bona bi xwîna xwe ve gel pîroz bike, li derveyî deriyê ve êşan kişand. Niha em jî, bi kişandina gazincên wî, ji artêşgehê ve derkevin û herin cem wî! Ji ber ku bajarek me yî mayînî li vir nîne, lê em li ya ku dê were digerin. Niha bi navgîniya wî, her tim ji Xwedê re qurbanên pesnahiyê, yanê, mêwa lêvên ku navê wî îqrar dikin pêşkêş bikin! Lê belê qencî kirinê û ya bi we re ye bi kesên din re par kirinê jî ji bîr mekin; ji ber ku Xwedê ji qurbanên ûsa ve dilxweş dibe! Li gotinên serokên xwe guhdarî bikin û bengî wan bibin; ji ber, ew mîna yên ku dê hisabê bidin, di oxra canê we de notirvaniyê dikin; da ku, bila ew vêya ne bi nalînê, ji ber ku qenciya vêya ji we re nîne; lê bila bi kêfxweşiyê çêkin! Bona me dua bikin! Ji ber, em bawer in ku, em xwediyê ûcdanekî paqij in û ji her alî ve dixwazin jiyanek qenc bidomînin. Û ez kirina vêya bi zêdeyî rica dikim, da ku, ez hîn zû ji we re bême vegerandin. Lê belê Xwedayê dilxweşiyê, yê ku, Xudanê me Îsayê Şivanê mezin yê mîhan e, bi xwîna peymana bêdawî, ji mirinê ve şunda anî; bila bi navgîniya Îsa Mesîh yê ku li cem xwe meqbûl e di me de bike û bona ku di her tiştê qenc de viyana xwe bi cîh ve bîne we bigehîne gehîştinê. Bila ji wî re, bi abadîna abadînan ve bilindahî bibe! Amîn. Lê belê ez ji we rica dikim, birano, ji gotina şîretê re tehemûl bikin; ji ber ku min bi kurtî ji we re nivîsand. Bizanibin ku birayê me Tîmotêyos hate berdan; ger di van nêzîkan de bê, ez ê tevî wî werim dîtina we. Ji hemû serokên xwe re û ji hemû pîrozan re silav bikin! Yên li Îtaliyayê ne, silavê ji we re dikin! Bila xêr bi we hemûyan re be! Amîn. Aqûpê qûlê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh, ji donzdeh eşîrên ku belavbûne re silav dike! Birayên min, dema hûn bi ceribandinên tewr bi tewrî ve rû bi rû hatin, vê bi dilekî xweş ve pêşwazî bikin. Ji ber hûn dizanin ku, ceribandina baweriya we, hêza berxwedanê diafirîne. Û bila hêza berxwedanê jî bona ku hûn bibin kesên tu kêmasiyên wan tune ye û gihîştî û rayedar, bigihêje çalakiyek bê kêmasî. Lê belê ger kêmasiya yekî ji we di zaniyariyê de hebe, bila ji Xwedayê ku bi comerdî û bêpekîn dide her kesî bixwaze û dê jê re bê dayînê. Lê belê bila bê şik û şubhe, bi baweriyê bixwaze; ji ber ku mirovên şik û şubhê dibihîze, mîna pêlên behrê yê ba wê dibe û dilerzîne ye. Ji ber ku mirovê di hemû rêyên xwe de bêqirar û du dilî ye, bila nebêje qey ez ê ji Xudan tiştekî bistînim. Lê belê bila birayê ketî bi bilindahiya xwe ve pesnê xwe bide, yê dewlemend jî bi kêmasiya xwe ve pêsnê xwe bide. Ji ber ku dê mirovê dewlemend mîna çîçeka çolê biçilmise û biçe. Ji ber ku roj bi germbûna xwe yî şewitîn ve dihilê û gîha hişk dike û çîçeka wê dikeve û xweşikiya dîtina wê winda dibe; dê mirovê dewlemend jî mîna vêya di rêyên xwe de tune bibe û biçe. Xwezî li mirovê ku di ceribandinê de di berxwe bide! Ji ber ku dema bi serfirazî ji ceribandinê ve derket, dê taca jiyanê ya ku Xudan ji hezkirên xwe re wad kiriye bistîne. Ger kesek bê ceribandin, bila nebêje ku: Xwedê min diceribîne. Ji ber, çawa ku Xwedê bi xerabiyan nayê ceribandin, ew bi xwe jî kesekî naceribîne; lê belê her kes bi azweriyên xwe yî xerab ve diherikin û tên xapandin. Pişt re arezû ducanî dibe û gunehan dizê; guneh jî dema digihêje mirinê tîne. Ya birayên minî xoşewîst, nexapin! Her nahmeta qenc û her xelata bêkêmahî, ji Bavê Ronahiyan, yê siya guhêrbarî û vegerokînê di wî de nîne, ji jor ve tê. Wî, bona ku em bibin mêwê yekemîn yê afirên wî, me li gor xwestina xwe bi kelama rastiyê ve welidand. Ya birayên minî xoşewîst, ji ber vê yekê, bila her kes di guhdarîkirinê de bi lez, di axaftinê de hêdî û di hêrsbûnê de jî hêdî be; ji ber ku hêrsa mirovan, rastiya Xwedê ava nake! Bo vê yekê hemû pîsitiyê û hemû bermayiyên xerabiyê bavêjin, gotina ku di hundirê we de hatiye çandin û di hêza xelas kirina canê we de ye, bi dilnizmî qebûl bikin! Û tenê bi mayîna bihîstina gotinê ve xwe bi xwe nexapînin, lê belê bibin kiryarê wê. Ji ber ku ger kesek, tenê bibe guhdarkirê gotinê û nebe tetbîqkirê wê, mîna mirovên li mirêkê, li wecê xwe yî xweza dinihêre ye; ji ber ku ew xwe dibîne û diçe û ka mirovek çawa bû hema ji bîr dike. Lê belê kesekî li zagona mukemel, li zagona azadiyê binêre û bidomîne, ne bihîstkerê jibîrker, lê xebatkarê zîrek e, dê di karê xwe de bextewar bibe. Ger di nav we de kesek xwe oldar bihesibîne, lê belê nikaribe zimanê xwe zeft bike, dilê xwe dixapîne û bawermendiya wî vala ye. Li ber Bav Xwedê, bawermendiya paqij û bêleke, di tengasiyên wan de serîdayîna bî û sêwiyan û xwe ji dinê bêleke girtin e. Birayên min, bi yên ku ji Xudanê me yê mezin Îsa Mesîh re bawerî anîne, di nava mirovan de cihêtiyê mekin! Ji ber ku ger mirovek di nava kincên qenc de û bi gustîlkên zêr û mirovek di nava kincên gemarî de bê cîhê ku hûn lê dicivin û hûn bi têkilî ji mirovên kincê wî qenc re bibêjin: Tu li vir, li cîhê qenc rûne! Û ji yê xizan re jî: Tu li wir bisekine! an jî: Li binya lingên min rûne! bibêjin; ma hûn ê nebin kesên di nava hev de cihêtiyê kirine û darazkirên nêt xerab? Guhdarî bikin, ya birayên minî xoşewîst: Ma Xwedê li vê dinê xizanan bona di baweriyê de dewlemend bibin û bibin mêraskerê serweriya wî ya ji hezkirên xwe re wad kiriye, ne bijartî ye? Lê belê we yê xizan bêrûmet kir. Ma yên mêtîngehiyê li we dikin, ne yên dewlemend in? Û ma yên we berbi dadgehan dibin, ne ew in? Ma yên ku ji navê bilind yê li ser we re hatiye bang kirin re kufur dikin, ne ew in? Ger hûn li gor nivîsa ku dibêje: Ji cîranê xwe mîna xwe hez bike! Zagona Qiraletiyê bînin cîh, hûn qenciyê dikin; lê belê ger hûn di nava mirovan de cihêtiyê bikin, hûn ê guneh bikin; ji aliyê zagonê ve, bi zagonê eciqandina xwe ve hûn ê bisûc bên dîtin. Ji ber kesê ku hemû gotinên Zagonê bîne cîh, lê tenê di nuxtikekê de ji wê derkeve, dê li dijî hemiya Zagonê bi sûç bibe. Ji ber, yê ku: Divê tu zinê meke! gotiye; divê tu mekuje! jî gotiye. Niha, ger tu zinê neke, lê belê bikuje, tuyê bibî êrîşkirê zagonê. Mîna kesên ku dê bi navberiya zagona azadiyê ve bên daraz kirin, bi vî awayî biaxifin û bi vî awayî bikin! Ji ber ku darazî, li hemberê kesên dilovaniyê xuya nekiriye, bê dilovanî ye; dilovanî li dijî daraziyê serdest tê. Birayên min, ger kesek dema lêkeriyên wî yên qenc tune be, bibêje baweriya min heye, ev ji çi re dibe? Ma baweriyek ûsa dikare wî mirovî xelas bike? Ger dema birayek an jî xwuşkek tazî û bêyî xwarina rojane be, yekî ji we jî ji wan re bibêje: Bi dilxweşiyê biçin, ez dixwazim hûn germ û têr bibin, lê belê ger hûn hewceyiyên bedenê nedin wan, ev ji çi re dibe? Bi vî awayî, bawerî jî, ger xebatên wê tune be, bi tena serê xwe mirî ye. Lê belê dê kesek bibêje ku: Baweriya te heye û kirinên min hene; tu baweriya xwe bêyî kirinan nîşanî min bide û ez ê baweriya xwe bi kirinên xwe nîşanî te bidim! Tu bi yek bûna Xwedê bawer î, tu qenc dikî! Cin jî bawer dikin û dilerizin! Lê belê, ya mirovê vala, ma tu bona bêyî lêkeriyê bawerî mirî ye nîşanê dixwazî? Ma bavê me Birahîm, lawê xwe Îshaq li ser pêşkêşîgehê, bi pêşkêşî kirinê, ji kirinên xwe ve salih nehat hesibandin? Tu dibînî ku, bawerî tevî karên wî dixebitî û bawerî bi kirinan ve çû serî. Û bi gotina: Û bawerî bi Xwedê ve anî û jê re pakbûyî hate hesibandin, Nivîsa Pîroz çû serî û jê re; hevalê Xwedê, hate gotin. Hûn dibînin ku mirov tenê ne bi baweriyê, bi kirinan salih tête hesibandin. Û mîna vê yekê, ma Rehaba fahîşe jî, ji ber ku şandiyan qebûl kir û ji rêyek din şand, bi kirinan ve salih nehat hesibandin? Ji ber çawa ku beden, dema ruh tunebe mirî ye, bi vî awayî bawerî jî dema kirin tunebe mirî ye. Birayên min, bi zanîna em ê rastî daraziyek hîn jî mezin werin, bila gellekên we nebin mamoste! Ji ber ku em hemû gellek xeta dikin. Ger kesek bi gotinên xwe qet xeta meke, ew mirovek kamil e; bi hemû bedena xwe jî dikare. Bona ku ji me re îtaet bikin em hefsaran li devê hespan dixin, bi vî awayî em hemû bedenên wan jî vedigerînin. A vay, keştî jî ewqas mezin û bi ber bayên bi hêz ve diherikin, lê belê dîsa jî dimenger, dilê wî kîjan alî ve bixwaze bi dimenek biçûk, bi wî alî ve tên vegerandin. Bi vî awayî, ziman jî endamekî bedenê ya biçûk e û bi karên mezin ve pesnahiya xwe dike. A vay, pizotek biçûk dikare daristanek çiqas mezin biagir bixe! Û ziman agirek, di nava endamên bedenê me de dinyayek xerabiyê ye; hemûya hebûna me gemarî dike. Bi ji cehenemê agirbûna xwe ve çûna jiyana me biagir dixe. Ji ber ku her tewr heywanê hov û civîkan, xişok û afirên behrê ji aliyê mirovan ve hatine kedî kirin û tên kedî kirin; lê belê tu mirov nikare ziman kedî bike; ew, xerabiyek bêsekin û bi jahrekî dikuje ve tijî ye! Em bi wê ve pesna Xudan û Bav didin û em bi wê ve, ji mirovên di mînakiya Xwedê de hatine afirandin re naletê dikin; pesnahî û kufir ji eynî devî ve derdikevin. Birayên min, divê ev ûsa nebe! Ma kaniyek ji eynî çavî ava şêrîn û tahl diherikîne? Birayên min, ma dara hêjîrê dikare zeytûnê, an jî mêwa tirî dikare hêjîrê bide? Çavkaniya ava bi xwê jî ava şêrîn nade. Ma di nava we de yê zaniyar û fêhmdar kî ye? Bila bi jiyana xwe yî qenc û bi dilnizmiya ji zaniyariyê ve tê lêkerên xwe yî qenc xuya bike! Lê belê ger di dilê we de çavnebarî û komperestî hebe, pesnê xwe nedin û li dijî rastiyê derewan mekin! Zaniyariyekî ûsa ne ya ji ezmanan ve daketiye, lê belê zaniyariyekî ji dinê, ji ezitiyê û ji cinan ve hatiye yî. Ji ber, li ku derê çavnebarî û xweperestî hebe, li wir tevlihevî û xerabiya her tewrî heye. Lê belê zaniyariya ku ji jor ve daketiye, berî her tiştî pak e, pişt re aştîxwaz, mulayîm, bi dilovanî û mêwên qenc ve tijî ye; bê îltimas û bê durûyitî ye. Û avakirê aşitiyê, yên di dema aşitiyê de diçînin, dexla rastiyê radikin. Ma çavkaniya keftûleft û şerê di nava we de ji ku ve tên? Ma ne ji azweriyên we yî di endamên bedenên we de şer dikin in? Hûn dixwazin û bi dest naxinin. Hûn dikujin û çavnebaritiyê dikin û nagihêjin xwestekê xwe; keftûleftê dikin û şer dikin; hûn nikarin bi dest bixin, ji ber ku hûn naxwazin. Hûn dixwazin û nikarin bistînin; ji ber ku hûn bi armanca xerab, bona di oxra azweriyên xwe de bişuxulînin dixwazin. Hûn, ya zînakarno, ma hûn nizanin ku hevaltiya bi dinê re ji Xwedê re neyartî ye? Yê bixwaze bi dinê re bibe heval, xwe ji Xwedê re dike neyar. An jî bi we Nivîsa Pîroz, bi berhewayî dibêje? Ma ruhê ku di hundirê me de disekine, di dereca çavnebartiyê de dixwaze? Lê belê xêra hîn jî mezin dide. Bo vê yekê ew dibêje: Xwedê li dijî qureyan e, lê belê xêrê ji dilnizman re dike. Niha, bengî Xwedê bibin! Lê belê li dijî Îblîs bisekinin, dê ew ê jî ji we bireve. Nêzîkî Xwedê bibin û ew ê nêzîkî we bibe! Ya gunehkarno, destên xwe paqij bikin û ya bêqirarno, dilê xwe pak bikin! Bi keserê kevin û bi şîngirtinê bigirîn; bila kenê we vegere şînê û dilxweşiya we jî vegere keserê! Li berya Xudan xwe nizm bikin, dê ew ê we bilind bike. Birayên min, zema hev û din mekin! Kesê zema birayê xwe bike, an jî birayê xwe daraz bike, dibe mîna zagonê zem bike û zagonê daraz bike; lê belê ger tu zagonê daraz bikî, tuyê nebe şuxulkerê zagonê, lê belê tuyê bibî darazkirê wê. Yê ku zagonê daniye û darazkir e, yek e; yê ku şiyandarê xelaskirinê û helaq kirinê ye, ew e; lê belê tu, yê ku cîranê xwe daraz dike, ma tu dibe kî? Niha guhdarî bikin, hûn yên dibêjin: Îroj an jî sibê em ê biçin filan bajarî û em ê salekî li wir bimînin û danûstendinê bikin û qezencê bikin; hûn ku, nizanin dê sibê çi bibe. Ma jiyana we çî ye ku? Hûn mîna hilma di demekî kurt de xuya dibe, dawiyê winda dibe ne. Divê dêvla vêya hûn bibêjin: Ger Xudan bixwaze û em bijîn, em ê vana û vana çêkin. Lê belê, niha hûn bi zimandirêjiya xwe ve pesnên xwe didin! Hemû pesnahiyên ûsa xerab in. Niha, kesê ku tiştên qenc yê hewceye bê çêkirin bizanibe û çê neke, ji bo wî guneh e. Niha guhdarî bikin, ya dewlemendno, ji berya felaketên ku dê bên serên we biqêrin û bigirîn! Hebûna we riziyaye û kincên we bizûzan xwarine. Zêrên we û zîvên we zingar girtine û dê zingara vana li dijî we şahdeyiyê bike, dê goştên we mîna agir bixwe. We di rojên dawîn de xezîne dan hev! A vay, heqdestê karkerên zadên we çinandine ku we bi neheqî dest dane ser, diqêre û qêrîna oraqvanan gîhaşt guhê Xudanê artêşan! Hûn li rûyê erdê, di nava zewq û zêdeyiyê de dijiyan; bona roja ku hûn ê bên serjêkirin, we dilên xwe xwedî kirin! We kesê rast, yê ku li dijberê we ranebûye daraz kirin û kuştin. Niha, ya birano, heta hatina Xudan sebir bikin! A vay, cotkar heta barana pêşîn û paşîn bigire, ji bo dexla erdê ya hêja bi sebir kirinê ve disekine! Hûn jî sebir bikin; dilên xwe bi hêz bikin; ji ber ku hatina Xudan nêz e! Birano, bona ku hûn neyên daraz kirin, li dijî hev û din gotegotê mekin; a vay, Darazker li ber derî disekine! Ya birano, peyxamberên ku bi navê Xudan ve axifîne, di tengasiyê de bi mînakiya sebirkirinê ve ji xwe re bigirin! A vay, em ji yên li ber xwe dane re dilxweş dibêjin! We ji di ber xwe dana Eyûb bihîstin û we dîtin ku Xudan di dawiyê de bona wî çi kiriye; Xudan zehf bi dilovan û bişefqet e. Lê belê berî her tiştî, birayên min, bona ku hûn nekevin bin daraziyê, ne bona mafê ezman ne ya erdê, ne jî bi sondekî din sondê nexwin; lê bila: Erêya we erê û na ya we na be. Ma yekî ji we di tengasiyê de ye? Bila dua bike. Ma yek dilxweş e? Bila qesîdeyan bibêje! Ma yekî ji we nexweş e? Bila ew kalepîrên Dêrê bide bang kirin û bi navê Xudan rûn li ser wî bikin û bona wî dua bikin û duaya bi baweriyê ve hatiye kirin, dê nexweş xelas bike û dê Xudan wî rake ser pêlan û ger wî gunehan kiribe, dê ji wî re bên efû kirin. Niha, bona ku hûn şîfayê bibînin, gunehên xwe ji hev û din re mukur bên û bona hev û din dua bikin! Lavaya kesê rast, di kirina xwe de zehf bi çalak e. Êlyas jî eynî mirovek mîna me bû û bona ku baran nebare, wî bi xîret ve dua kir û sê sal û şeş mehî baran li rûyê erdê nebarî. Û dîsa dua kir û ezman baranê da û zevî jî dexla xwe da. Birayên min, ger ji nava we, yek ji rastiyê ve çewt bibe û ger yek wî vegerîne, bila bizanibe ku, yê gunehkar ji çewtiya rêya wî ve vegerandiye, dê ji mirinê ve canekî xelas bike û gellek gunehan binixumîne. Ji Pêtrûsê şagirtê Îsa Mesîh, li gor pêşîzanîna Bav Xwedê, ji yê xerîbên ku bi pîrozkirina Ruh, bona îtaetkirinê û bona reşandina xwîna Îsa Mesîh hatine bijartin û li Pontûsê, Galatyayê, Kapadokyayê, Asya û Bîtînyayê belav bûne re: Bila xêr û xweşî ji we re zêde bibe! Bila ji Bav û Xwedayê Xudanê me Îsa Mesîh re pesnahî be ku, wî li gor xêra xwe yî mezin, bi ji mirinê vejandina Îsa Mesîh, me gîhand hêviyekî zindî, narize û bêgemar û naçilmise û me, ji mêrasekî ku bona me di ezmanan de veşartiye re, dîsa welidandin; lê hûn jî, bona xelasiyek di dema dawî de bi hêza Xwedê dê bête kişf kirin amade ye, têne parastin. Bo vê sedemê, niha ger hewce bike ku hûn di nava demekî kurt de, di nava tewr bi tewr ceribandinan de êş û keseran bikişînin jî, hûn bi dilxweşiyê ve bicoş dibin; da ku, di kişif kirina Îsa Mesîh de, bila ceribandina baweriya we, ya ji zêrê çawa ku fanî ye, bi agir ve tête safî kirin hîn jî bi qîmettir e, ji we re bibe pesnahî, bilindahî û şeref. Çawa ku we wî nedîtine lê dîsa jî hûn jê hez dikin; niha bi nedîtinê, lê belê bi wî bawerî anînê; bi gîhaştina we ya dawiya baweriya xwe, xelasiya canên xwe, hûn bi kêfxweşiyek mezin ku nayê gotinê gellekî dilşa dibin. Peyxamberên qala xêra ku dê ji we re bê bexşandin kirine, di derheqê vê xelasiyê de, nêrîn û lêkolînên bi balkêşî kirin. Dema Ruhê Mesîh yê di wan de ye, ji berê ve, ji keserên Mesîh re û ji bilindahiyên li pey wan e re, şahdeyiyê kir, li ser; ka çi dem e an jî, kîjan demê nîşan dike, lêkolînê kirin. Ji wan re hate kişf kirin ku, tiştên, niha bi hêza Ruhê Pîrozê ji ezmanan ve hatiye şandin, ji aliyê kesên Mizgîniyê waz dikin ve, ji we re hatin têgîhandin; ne ji xwe re, lê belê ji we re xizmetê dikin; milyaket jî dixwazin li van tiştan binihêrin. Bo vê sedemê hişê xwe bona lêkeran amade bikin, hişyar bibin; hêviya xwe, bitumî bi xêra ku dê bi xuyaniya Îsa Mesîh ve ji we re bê dayîn ve girê bidin! Hûn mîna zarokên îtaetê, li pey azweriyên xwe yî dema nezaniyê ya derbas bûyî neçin; lê çawa yê ku bangî we kiriye pîroz e, hûn jî di hemû tevgerên xwe de pîroz bin! Ji ber ku hatiye nivîsandin: Pîroz bin, ji ber ku ez pîroz im! Û ger hûn, yê ku tu cihêtiyê ji şexsan re nake û her yekê li gor karên wan darazî dike, bi navê Bavo bang dikin bin, wextê xwe yî xerîbiyê bi tirsê ve derbas bikin. Û hûn dizanin ku, hûn ji jiyana xwe yî vala ya ji bapîrên we ve mayî, ne bi tiştên fanî, ne bi zêr, an jî zîv ve hatine kirrîn, lê belê bi fidya biqîmet, bi xwîna Mesîh ya wekî xwîna berxikekî bêqisûr û bêleke ve. Ew berî ava kirina dinê hatibû bijartin, lê belê di dawiya deman de, bona qenciya we hate eşkere kirin. Hûn ku, yên bi navgîniya wî, baweriyê bi Xwedayê ku wî ji mirinê ve vejandiye û bilind kiriye dikin; wusa ku, bila baweriya we û hêviya we di Xwedê de be. Li pey rastiyê çûnê, we xwe safî kirin û bona birayan bûn xwediyê hezkirinekî ji dil; li gor vêya bi dil û can ji hev û din hez bikin; ji ber ku hûn, ji tovekî ne bi mirin, lê belê ji tovekî bê mirin, yanê bi navgîniya gotina Xwedê ya zindî û mayînî ye, ji nû ve welidîn. Ji ber ku: Hemû afir mîna gîha ne û hemû bilindahiya wê mîna çîçeka gîhayê ye; gîha hişk dibe û çîçeka wê dikeve. Lê belê gotina Xudan abadîn disekine. Û gotina ku ji we re hatiye mizgînî kirin ev e. Niha her xerabiyê û her hîle û durûtiyê, çavnebariyan û hemû îftirayan ji ser xwe bavêjin û ger we qenciya Xudan tahm kiribin, mîna pitikên nû bûyî ne, bêriya şîrê ruhanî, yê bêhîle bikin, da ku, hûn bona xelasiyê bi wê ve mezin bibin. Hûn nêzîkî wî, kevirê ku ji aliyê mirovan ve hatiye red kirin, lê belê li cem Xwedê bijartî û bi rûmet û zindî ye bûn; hûn jî bona bi navgîniya Îsa Mesîh, qûrbanên ruhanî yên ji Xwedê re meqbûl in pêşkêş bikin bona bibin kahîntiya pîroz, wekî xaniyek ruhanî bin mîna kevirên zindî têne ava kirin. Ji ber ku di Nivîsa Pîroz de tê gotin: A vay, ez kevirekî datînim Siyonê, kevirekî quncikê yê bijartî û qîmetdar. Û yê baweriyê bi wî bîne, dê tu carî nayê şermezar kirin. Bona we, yên baweriyê kirine, ev kevira qîmetdar e; lê belê bona bêbaweran: Kevirê ku çêkeran red kirin, a vay, bû kevirê serê quncikê û kevirê tilpekî û latê xij bûnê. Ew xij dibin, ji ber ku ji kelamê re îtaet nakin û bona vêya hatine bijartin. Lê belê bona ku hûn, xavêna, yê ku we ji tariyê, bangî nûra xwe yî şaşkir kiriye, bang bikin, hûn nîjadek hatiye bijartin, kahînên Qiral, neteweyek pîroz, netawa rasteqîn in; demekê hûn ne gel bûn, lê belê niha hûn gelê Xwedê ne û demekê hûn negîhaştibûn dilovaniyê, lê belê hûn niha gîhaştin dilovaniyê. Ya xoşewîstno, ez li ber we digerim, ji azweriyên bedenî yên li dijî canê ve şer dikin; wekî xerîb û mêvanan birevin; di nav bêbaweran de jiyanek qenc bidomînin; ûsa ku, mîna we xerabiyê kirine, îftira bavên we jî, bila bi dîtina karên we yî qenc, Xwedê, di roja ku nêzîkî wan dibe de bilind bikin. Bona navê Xudan, bengî her sazûmana ku di nava mirovan de rayedar hatiye danîn, ji qiralên di ser her tiştî de ne û ji waliyên ku bona hewcedarî bibîne yên xerabiyê kirine bi ceza bike û yên qenciyê kirine bi xelat bike, ji aliyê qiral ve hatiye şandin re, bin. Ji ber ku xwesteka Xwedê ew e; hûn bi qencîkirina xwe, nezaniya bêaqilan, bêdeng bihêlin; mîna mirovên azad bijîn; lê belê azadiya xwe jî bona xerabî kirinê mekin mahne; lê wekî qûlên Xwedê bijîn. Hurmetê ji hemû mirovan re bikin. Ji biratiyê hez bikin. Ji Xwedê ve bitirsin, hurmetê ji qiral re bikin! Ya xizmetkarno, tenê ne ji efendiyên xwe yî qenc û xûnerm re, lê belê ji yên eks re jî bi birêziyek bêkêmasî îtaet bikin! Ji ber ku ger kesek, dema bi neheqiyê êşê bikişîne û li berya Xwedê ji ber ûcdanê baldirêjiyê ji keseran re bike, ev hêja ye. Ji ber ku dema hûn bi gunehkirinê kulmikan bixwin, hûn sebir bikin, ma çi rûmeta wê heye? Lê belê ger hûn bi qencîkirinê keseran bikişînin û sebir bikin, li cem Xwedê ev meqbûl e. Ji ber ku bona vêya ji we re hate bang kirin; lewre Mesîh jî, bona hûn di şopa wî de biçin, ji bo we keser kişand û ji we re bû mînak. Wî guneh nekir, ji devê wî gotinek bi hîle derneket; dema xeberan ji wî re dan, wî bi xeberdanê ve bersivê neda; dema keseran dikişand, tu kes tehdît nekir; lê belê doza xwe ji yê ku bi dadî daraz dike re hişt. Bona em li hemberî gunehan mirîbin, di oxra rastiyê de bijîn, wî bi xwe gunehên me di xaçê de li ser bedena xwe bar kir; we bi birînên wî şîfa dîtin. Ji ber ku hûn mîna pezên ji rê çewt bûne bûn, lê belê niha hûn vegeriyan Şivan û Çavnêriyên canên xwe. Ya pîrekno, mîna vêya, hûn jî bengî zilamên xwe bin; da ku, ger hinekên, ji kelamê re îtaet nekin jî, bila di tirsê de jiyana we yî paqij bibînin û bi jiyana pîrekên xwe, bê gotin bêne qezenc kirin. Bila xemla we mîna porên mûnandî, xemilandina zêran û kincên xweşik ji dervîn nebe; lê bila hebûna we yî hundirîn ya veşartî, bi xweşikya ruhekî aram û naçilmise bibe xemla we; vêya li ber Xwedê zehf qîmetdar e. Ji ber ku pîrekên pîroz yên berê, hêviya xwe bi Xwedê ve girêdabûn jî, bengî zilamên xwe dibûn û bi vî awayî xwe dixemilandin; çawa ku Sara ji Birahîm re digot: Efendiyê min û guh dida gotina wî. Ger hûn qenciyê bikin û bi tu tirsê nekevin, hûn ê jî bibin zarokê wê. Ya zilamno, mîna vê yekê, hûn jî di nava famkariyê de, bi hevjînên xwe yên hê jî lawaztir in re bijîn. Ji ber ku ew jî hemmêraskerên jiyana ku Xwedê bi xêra xwe daye ne, hurmetê nîşanî wan bidin. Wisa ku, bila ji duayên we re astengî nebe. Bi kurtî, hûn hemû hemfikir, hemderd, ji bira hezkir, bi şewqet, dilnizm bin! Bi xerabiyê, bersiva xerabiyê, an jî bi heqeretê, bersiva heqeretê nedin, lê belê li dijî vêya duaya xêrê bikin; ji ber ku bona hûn bibin mêraskerê bereketê, hûn bona vêya hatin bang kirin. Ji ber ku: Yên ku ji jiyanê hez dikin û dixwazin rojên qenc bibînin, bila zimanê xwe ji xerabiyê û lêvên xwe jî ji gotinê bi hîle ve dûr bigirin. Û bila xwe ji xerabiyê biparêze û qenciyê bike; li dilxweşiyê bigere û li pey wê baz de! Ji ber ku çavên Xudan, li ser kesên salih in û guhên wî, li bergerînên wan dibihîzin; lê belê rûyê Xudan, li dijî xerabî kiran ve disekine! Ger hûn di qencî kirinê de bi xîret bin, dê kî xerabiyê bi we ve bike? Lê belê ger hûn di oxra rastiyê de keseran bikişînin jî, çi dilxweşî ji we re! Ji yên ku ew ji wan ditirsin metirsin û bi teşqelê mekevin; lê belê Mesîh bi Xudan bûnê ve, di dilên xwe de pîroz bikin; bila ûcdanê qenc di we de hebe û di derheqê hêviya ku di we de heye de, ji her yê ku ji we sedemê bipirse, her tim bi xûnermî û bi hurmetê ve bona bersivdayînê amade bin; da ku, kesên jiyana we yî qenc ya di Mesîh de dişermînin, bila di tiştê ku we şermezar kirine de bêne şermezar kirin. Ji ber ku ger xwestina Xwedê ev be; qencî kirin û keser kişandin, ji xerabî kirin û keser kişandinê ve hîn jî çêtir e. Ji ber ku, Mesîh jî bona me bighîne Xwedê bi kesê rast bûna xwe, di oxra kesên ne rast de, bi qurban bûna gunehan ve carekê mir; ji aliyê bedenê ve hatiye kuştin, lê belê di ruh de hatiye vejandinê; ew di ruh de çû û ji ruhên di zîndanê de ne re jî waz da; vana demekê, wexta keştiya Nûh dihat ava kirin, dema Xwedê li benda sebrê bû, bêîtaet bûbûn; di wê keştiyê de kêm meriv, yanê, heyşt can, bi avê ve xelas bûn; ew jî, yanê, vaftîzê ne avêtina gemariya bedenê, lê belê xwesteka ûcdanê paqij, ya berî daye Xwedê ye; li gor mînakbûna rasteqîn bi vejîna Îsa Mesîh ve, niha me xelas dike. Ew bi xwe derketiye ezman, wekî milyaket û rayedarî û qudretan bengî wî hatine kirin, li aliyê rastê Xwedê ye. Niha ji ber Mesîh, di bedenê de êşan kişandiye, hûn jî bi vî fikrî ve xwe biçek bikin; ji ber ku yê di bedenê de êşan kişandiye, dev ji gunehan berdaye; da ku, hûn wexta we yî di bedenê de paş ve mayî êdî ne li gor azweriyên mirovan, lê belê li gor xwestina Xwedê bijîn. Ji ber ku êdî bes e, kirinên we yî kesên bêbaweran û rojên we yî di derbasbûnê de, we di nava sefahat, şehwet, serxweşî û kêfxweşiyên bi harî de, civakên araqê û jiyana di nava pûtperestiya erjeng de xerc kirine! Yên bêbawer, ji ber ku hûn xwe bi wan re navêjin eynî sefaheta bi harî, ecêb dibînin û niha xeberan ji we re didin; dê ew ê hisabê bidin yê ku ji bo daraz kirina kesên zindî û mirî amade ye. Ji ber ku Mizgînî ji miriyan re jî hate têgîhandin; ûsa ku, ew jî bila di bedenê de li gor mirovan bên daraz kirin, lê belê di ruh de li gor Xwedê bijîn. Lê belê dawiya her tiştî nêzîk e. Bona vê yekê, bi rastdîtin bin û bona dua kirinê ve hişyar bin. Bila berî her tiştî, hezkirina we yî bi hev û din re, ji dil û can be; ji ber ku hezkirin, gellek gunehan dinixumîne. Bê gotegot li hemberî hev, ji hev û din re mêvanperwer bin! Her yekî we, kîjan xelata ruhanî girtibe, wê xelatê bi keyatiya xêra Xwedê ya pirr alî, bona xizmet kirina ji hev û din re bişuxulînin. Ger yek diaxife, bila mîna gotinên Xwedê têdighîne biaxife; ger yek xizmetê dike, bila bi hêza ku Xwedê dide ve xizmetê bike; da ku, bila bi navgîniya Îsa Mesîh ve, Xwedê di her tiştî de bê bilind kirin. Bilindî û qudret heta bêdawiyan ya wî ye! Amîn. Ya xoşewîstno, ceribandina bi agir ya di nav we de, ya ku bona azmûn kirina we ye, wekî tiştekî ecêb ji we re dibe, biyan nehesibînin; lê belê qasî ku hûn dibin şirîkê êşên Mesîh kêfxweş bibin, da ku, dema rewnaqiya wî xuya bibe, hûn bi kêfxweşiyê ve bicoş bibin. Xwezî li we ku, ger hûn ji ber navê Mesîh tadê bibînin! Ji ber ku Ruhê Xwedê yê bilind li ser we disekine. Lê belê bila tu kes ji we, bi kesekî qesas, an diz, an xerabî kir, an jî yekî destê xwe dixe karên kesên din bûnê ve êşan nekişînin. Lê belê ger ew bi Mesîhîbûna xwe ve keseran bikişîne, bila neşerme; lê bila bi vî navê Xwedê bilind bike! Ji ber ku, dema destpêka daraz kirina ji mala Xwedê ve ye û ger pêşiyê ji me dest pê bike, dê dawiya kesên ku ji Mizgîniya Xwedê re îtaet nakin, çi bibe? Û: Ger kesekî rast, bi zoriyê xelas bibe, dê kesê bêxwedê û gunehkar xwe li ku derê bibîne? Ji bo vêya, kesên ku li gor xwestina Xwedê êşê dikişînin, bila bi qencî kirinê ve canê xwe emanetî Afirkirê dilsoz e, bikin. Niha ji kalepîrên ku di nava we de ne, ez jî mîna wan kalepîr û şahdeyê keserên ku Mesîh kişandine û bi pardarbûna xwe yî bilindahiya ku dê bête kişif kirin ve rica dikim: Keriyê Xwedê, yê ku li cem we ye, ne bi mecbûriyetê, lê belê bi xwestekê, ne bo qezenca neheqî, lê belê bi xwestekê, ne mîna ku hûn miseletî yên ji we re hatine emanet kirin bibin, lê belê wekî ji keriyê re bibin mînak, bajon! Û dema ku Serşivan xuyanî bibe, hûn ê taca bilindahiyê ya ku naçilmise bistînin. Hûn jî ya ciwanîno, bengî kalepîran bin û hûn hemû li hemberî hev û din bi dilnizmiyê ve bixemilin! Ji ber ku: Xwedê li dijî qureyan e, lê belê xêrê ji dilnizman re dike. Niha, bona ku di demekî li cîh de we bilind bike, xwe li bin destê Xwedayê bi qudret ve nizm bikin! Hemû xemên xwe bavêjin ser wî; ji ber ku ew ê alîkariyê bi we re bike. Heşar û şiyar bin! Ji ber ku neyarê we Îblîs, bona daqurtîne li yekî digere û mîna şêrekî dugirmije; bi zanîna li her derê dinê birayên we jî eynî êşê dikişînin, di baweriyê de pêdandî li dijî wî bisekinin. Û yê ku di Mesîh de bona bilindahiya xwe yî abadîn bangî we kiriye, Xwedayê hemû xêran, paşî demekê ku hûn keseran bikişînin, dê we rayedar bike, zexm bike, xwurt bike! Bila rûmet û qudret, heta bi abadîna abadînan ji wî re be! Amîn. Min bi navgîniya Sîlvanos yê ku ez wî birayekî dilsoz dihesibînim, bi kurtî ji we re nivîsand; min we teşwîq kir û bi gotina; xêra Xwedê ya rasteqîn ev e; şahdeyiyê kirim, di wê de bisekinin. Yên ku li Babîlê tevî we hatine bijartin û kurê min Marqos silavan ji we re dikin. Ji hev û din re bi ramûsana hezkirinê ve silav bikin! Bila ji we re, ji hemûyên ku di Mesîh de ne re xweşî bibe! Amîn. Ji qûl û şagirtê Îsa Mesîh, Şîmûn Pêtrûs ve, ji yên ku bi saya rastiya Xwedê û Xelaskerê me Îsa Mesîh ve baweriyekî biqîmet mîna ya me stendine re: Bila di zanîna Xwedê û Xudanê me Îsa de xêr û xweşî ji we re zêde bibe! Ji ber, bi navgîniya zanîna yê ku bi bilindahî û xawênî bangî me dike, qudreta wî ya îlahî, hemû tiştên aidî jiyanê û teqwayê daye me; bona, bi navgîniya vana, wekî hûn ji şehwetê û fesadiya ku li dinê heye xelas bûne bin û bi vî awayî ji xwezaya îlahî re bibin pardar, wadên bi rûmet û zehf mezin ji me re hatiye dayîn. A vay, ji ber vê yekê, bi nîşandayîna her cûreyên xiretê, xawêniyê tevî baweriya xwe, zanînê tevî xawêniya xwe û xwekontrolê tevî zanîna xwe û hêza xwe yî li ber xwe danê tevî xwekontrolê û teqwayê tevî hêza xwe yî li ber xwe danê û birahezkirinê tevî teqwaya xwe û hezkirinê tevî birahezkirina xwe bikin. Ji ber ku ger van tiştan di we de hebin û zêde bibin, dê ew ê di nas kirina Xudanê me Îsa Mesîh de we bêbandûr û bêber nehêlin. Ji ber ku yê di wî de van tiştan nîne kor e, dûrê xwe nabîne û ji gunehên xwe yî kevin paqij bûnê ji bîr kiriye. Ji bo vê yekê, ya birano, bi zexmkirina bangbûn û bijartina xwe hîn jî zêde xîretê bikin; ji ber ku ger hûn van tiştan bikin, tu carî tilpekî nabin. Ji ber ku, bi vî awayî dê ketina serweriya bêdawî ya Xudanê me û Xelaskerê me Îsa Mesîh, bi comerdî ji we re bê pêyde kirin. Ji bo vê yekê, her çi qas hûn van tiştan zanîbin û bi rastiya ku hûn lê xwedî ne hatibin zeximandin jî, ez ê bona ku vana bînim bîra we her tim amade bim. Û heta dema ku ez di vê konê de bim, ez ji we re bîranînê û hîşyar kirinê rast dihesibînim û ez dizanim, mîna ku Xudanê me Îsa Mesîh jî nîşanî min daye, rakirina kona min nêzîk e. Û bona ku, paşî koç kirina min jî, hûn her tim van tiştan di bîra xwe de bînin, ez ê xîretê bikim. Ji ber ku dema me qudret û hatina Xudanê me Îsa Mesîh têgihandin we, em li pey çîrokên derewîn ve neçûn; lê belê me rewnaqiya wî bi çavên xwe ve dîtin. Ji ber ku gava wî, ji Yê Bilind û bi rewnaq e, bi dengê: Lawê minî xoşewîst ev e; ez ji wî xoşnûd im! dibêje, ji Bavo Xwedê ve bilindahî û rûmetê girt. Û gava em li çiyayê pîroz bi wî re bûn, vî dengê ji ezman ve hate, me bi xwe bihîstin. Û bi vî awayî, gotinên peyxamberan, bona me hîn jî biryariya mezin qezenc kirin; heta ku roj dest pê bike û stêrka sibehê di dilê we de hilhatibe, hûn bala xwe bidin van gotinên ku di cîhê tarî de mîna çireya ronahî dide ne, hûn ê qenc bikin. Pêşiyê vêya bizanibin ku, qet gotinek peyxambertiyê yên di Nivîsên Pîroz de ne, ne şîroveya kesekî ne. Ji ber ku peyxambertî, tu carî bi viyana mirovan ve nehatiye; lê belê mirovên Xwedê yên pîroz, ji aliyê Ruhê Pîroz ve hatin birêvebirin û gotin. Lê belê çawa ku di nava gel de peyxamberên sexte hebûn; dê di nava we de jî hînkirên sexte hebin; dê vana, Xudanê ku wan stendiye jî înkar bikin û bi dizîka hînkariyên xerakirinê têxin nav we; dê yên ûsa têkçûnek nişka ve bînin serê xwe. Û dê gellekan li pey sefahata wan herin; ji ber wana ji rêya rastiyê re xeber bête dayîn. Û ji berya çavbirçîtiyên xwe, bi gotinên bêbinî dê keda we bixwin; lê belê daraziya ku ji zû ve bona wan hatiye dayîn dereng namîne û têkçûna ku li benda wan e jî bi xewê ve naçe. Ji ber ku ger Xwedê, milyaketên ku gunehan kirine neparast; lê belê wan avêt cehenemê û di tariyê de li zincîran xist; heta dema ku bên daraz kirin, dê li wir bên girtin. Û ger wî dinya kevnar neparast, lê belê dema tofanê şand ser dinya bêxwedêyan, waizê pak bûnê Nûh, her çiqas heft kesên din parastibe jî û bajarên Sodom û Gomora, bi xerakirin û şewitandinê ve daraz kir; bi vî awayî, mînakek li ser tiştên bê serê bêxwedêyan da û wî, Lûtê salih, yê ji sefahata sereta nenasan ve ezab dikişand xelas kir; ji ber ku ew ê salih, dema di nav wan de rûdinişt, bi dîtin û bihîstinan, bi karên wanî neheq roj bi roj tade li canê xwe yî salih dikir. Xudan dizane, yên di rêya wî de dimeşin dê çawa ji ceribandinan xelas bike û neheqiyan û bi taybetî jî yên di mindariya şehwetê de li pey bedenê ve diçin û rayedariyê biçûk dibînin, dê çawa roja daraziyê di bin biceza kirinê de bigire. Ev kesên kanc û serhişk, ji kufirkirina afirên bilind ve natirsin; ya rastî heta milyaketan jî, li gor ji wan di hêz û qudretê de xurttir in jî, lê li ber Xudan li dijî vana bi kufirdanê ve daraziyê naynin. Lê belê ew, mîna di xwezayi de heywanên ku bona bêne girtin û bêne telef kirin zayîne, mîna afirên bêferaset, di tiştên ku cahilê wê ne de, bi kufir kirinê ve, wekî mişeya neheqiyê be neheqiyê kişandinê û bi rojê kêf kirinê mîna zewqê dihesibînin; leke û şerm in; dema bi we re bixwin û vexwin, bi fenên xwe ve kêf dikin; çavên wanî bi zînayê ve tijî û ji gunehkirinê ve şunda namînin hene û canên bêtebat dixapînin; dilên wanî ji temayiyê re hatiye hîn kirin heye û zarokê naletê ne; bi girtina rêya Balamê lawê Beor, rêya rast berdan û çewt bûn; wî, ji mişeya neheqiyê hez kir; lê belê ew ji berya sûcên ku kiriye hate pekandin: Kerê bêdeng, bi dengê mirovan ve got û bû astengê harbûna peyxamber. Ev kesan, mîna kaniyên bê av û mija di ber bahozê de diçin in; tariya reş di abadînê de li benda wan e. Ji ber, ji yên ku di rêya çewt ve hîn nû xelas dibin, bi gotinên qurre û vala ve, bi azweriyên ezitiya xweza û bi şehwetên bedenê ve dixapînin. Azadiyê ji wan re wad dikin, lê belê ew bi xwe dîlên mehfbûnê ne; ji ber ku kesek ji çi re bindest bikeve, dibe dîlê wê. Ji ber ger paşî ku bi zanîna Xudan û Xelasker Îsa Mesîh ji mindariyên dinê ve xelas bibin, dîsa bi tevlî wan bûyînê mexlûb bûbin, rewşa wan ya dawîn ji ya rewşa pêşîn ve hîn jî xerabtir bûye. Ji ber, heta piştî ku rêya rast bizanibin û ji emrê pîroz ya ji wan re hatiye emanet kirin ve vegerin, nezaniya vê rêya, dê bona wan hîn jî qenctir bibûya. Ji wan re li gor metheloka rasteqîn bû: Kûçik dîsa vegeriya verşiya xwe û beraz jî paşî şûştinê ji bo di heriyê de bigemire, vegeriya. Niha, ya xoşewîstno, ez vê nameya duwemîn ji we re dinivîsînim; di her duyan de jî, gotinên ji berê ve ji aliyê peyxamberên pîroz ve hatine gotin û bona ku, emirê Xudan û Xelasker, yên ku bi navgîniya şagirtên we ne, di bîra xwe de bînin, ez fikrê we yî saf, bi îkaz kirinê haydar dikim. Pêşiyê divê hûn vêya bizanibin ku, dê di rojên dawîn de, kesên qerfok li pey azweriyên xwe ve biçin û: Wada ku di derheqê hatina wî de ye, li ku derê ye? Ji ber ku ji roja xewa bavan ve, her tişt ji destpêka afirandinê ve mîna xwe disekinin, dê bi qerf kirinê ve werin. Ji ber, ew vêya mexsûs ji bîr dikin ku, ezman ji bastanê ve û erd bi kelama Xwedê ve, ji avê û bi navgîniya avê li ser pêlan, hebûn; bi navgîniya vana dinya ya wê demê, bi dewisandina avê ve helaq bû; lê belê ezman û erdê niha, bi eynî kelamê, ji bona agir hatine veşartin û heta roja helaqa kesên bêxwedê, têne parastin. Lê belê, ya xoşewîstno, vî yek tiştî ji bîr mekin ku, li cem Xudan rojek mîna hezar salî û hezar sal jî mîna rojekê ye! Mîna ku hin kes dereng mayî dihesibînin, Xudan di derheqê wada xwe de dereng namîne; lê belê bi nexwestina helaqa hinekan, lê bona ku hemû mirov vegerin tobê di derheqê we de sebir dike. Lê belê dê roja Xudan, mîna dizekî were; dê di wê de hemû ezman bi gurmîniyek ji holê ve rabin û hebûnên bûjenî bi şewatê ve tune bibin û erd û hemû karên di wê de ne bişewitin û biqedin. Ji ber dê hemî ev tiştan bi vî awayî bihelin, bi bendewariya hatina roja Xwedê û bi gellekî daxwazkirinê, di hemî jiyana pîroz û teqwayê de gelo pêdivî li çi heye ku hûn bibin zilamê wisa? Dê bi hatina wê rojê ezman bi şewatê ve tune bibin, hebûnên bûjenî jî di agirê dijwar de bihulin! Lê belê em li gor wada wî li benda ezmanên nû û erdekî nû ne, di wan de dadmendî rûdine. Bona vêya, ya xoşewîstno, madem ku hûn li benda vana ne, xîret bikin ku li ber wî hûn bêleke, bêqisûr û di nava aşitiyê de bin! Û sebra Xudanê me jî xelasiyê bihesibînin; mîna ku birayê me yî xoşewîst Pawlos jî bi zanyariya ku ji wî re hatiye dayîn, ji we re nivîsandiye; herweha ew di hemû nameyên xwe de di derheqê van tiştan de dibêje. Di wan de hinek cîh hene ku, bi zehmet tên fêhm kirin, kesên nezan û bêqirar, mîna nivîsên pîroz yên din, vana jî bona têkçûna xwe werdigerînin. Niha, ya xoşewîstno, bona ku hûn di rêşaşiya kesên fasiq de neherikin û ji biqirarbûna xwe ve venegerin, vana di pêşiyê de bizanibin û xwe biparêzin! Lê di xêra Xudan û Xelaskerê me Îsa Mesîh de û di zanîna wî de mezin bibin! Niha û heta bêdawiyan bila ji wî re bilindahî bibe! Amîn. Di derheqê Gotina jiyanê de, ya ku di destpêkê de hebû, ya ku me bihîstiye, bi çavên xwe dîtiye, temaşe kiriye û ya ku me destê xwe tê daye, em wê didin bihîstin. –Û jiyan xuya bû û me wî dît û em şahdeyiyê dikin û em jiyana bêdawî ya ku bi Bav re bû û xwe xuyayî me daye, wê ji we re têdighînin–; belê, tiştê ku me dîtine û bihîstine ji we re jî îlan dikin; da ku, paydariya we jî tevî me hebe; paydariya me jî tevî Bav û tevî Lawê wî Îsa Mesîh e. Û bona ku kêfxweşiya we temam bibe, em van tiştana ji we re dinivîsînin. Mizgîna ku me ji wî bihîst û niha têdighînin we ev e: Xwedê ronahî ye û di wî de qet tarî tune. Ger em; paydariya me tevî wî heye bibêjin û di tariyê de bimeşin, em derew dibêjin û rastiyê nakin; lê belê mîna ku ew di ronahiyê de ye, ger em jî di ronahiyê de bimeşin, bi hev û din re paydariya me hebe û xwîna Lawê wî Îsa Mesîh, me ji her gunehî ve paqij dike. Ger em bibêjin ku gunehên me tune, em xwe dixapînin û di nav me de rastî nabe. Lê belê ger em gunehên xwe mukir bên, bona ku gunehên me ji me re efû bike û me ji her xerabiyê ve paqij bike, ew dilsoz û dadmend e. Ger em bibêjin ku me guneh nekiriye, em wî dikin derewçîn û di me de gotina wî nabe. Ya zarokên min, bona ku hûn gunehan mekin, ez van tiştana ji we re dinivîsînim! Û ger gava ku, kesek gunehan bike, di hizura Bav de mehdervanek me, Îsa Mesîhê dadmend heye. Û ew bi xwe ji bo gunehên me û ne tenê ji bo gunehên me, lê belê ji bo hemûya dinê kefaret e. Û ger em bi emirên wî bigirin, em bi vêya bizanin ku, em wî nas dikin. Yê ku dibêje ez wî nas dikim û bi emirên wî nagire, ew derewçîn e û di wî de rastî nîne; lê belê yê ku bi gotina wî bigire, hezkirina Xwedê di wî de bi rastî rayedar bûye. Em bi vêya fêhm dikin ku, em di wî de ne. Yên ku dibêje, ez di wî de disekinim, ew çawa meşiya be, divê ku ew jî ûsa bimeşe. Ya xoşewîstno, ez ji we re ne emrekî nû, lê belê emrê ku ji destpêkê ve bona we ye dinivîsînim; emirê kevn, gotina ku we bihîstine ye. Ez dîsa jî emrekî nû ji we re dinivîsînim; ew tişt di wî de û di we de rasteqînî ye; ji ber ku tarî derbas dibe û ronahiya rasteqîn ji niha ve şewle dide. Yê ku dibêje ez di ronahiyê de me û ji birayê xwe dikeribe, ew heta niha di tariyê de ye. Yê ku ji birayê xwe hez dike, di ronahiyê de dimîne û di wî de sedema tilpekîbûnê tune. Lê belê yê ku ji birayê xwe dikerihe, di tariyê de ye û di tariyê de dimeşe û nizane ku diçe ku derê; ji ber ku tariyê çavên wî kor kirine. Ya zarokno, ez ji we re dinivîsînim; ji ber ku di oxra navê wî de gunehên we ji we re hatin bexşandin. Ya bavikno, ez ji we re dinivîsînim; ji ber ku hûn yê di destpêkê de heye nas dikin. Ya xortno, ez ji we re dinivîsînim; ji ber ku we yê xerab, mexlûb kirin. Ya zarokno, ez ji we re dinivîsînim; ji ber ku hûn Bav nas dikin. Ya bavikno, min ji we re nivîsand; ji ber ku hûn yê di destpêkê de heye nas dikin. Ya xortno, min ji we re nivîsand; ji ber ku hûn bihêz in û gotina Xwedê di nav we de dimîne û we yê xerab, mexlûb kirin. Ji dinê û ji tiştê ku di dinê de ne, hez mekin! Ger kesek ji dinê hez bike, di wî de hezkirina Bav nîne. Ji ber ku hemû tiştên di dinê de ne, şehweta bedenê, şehweta çavan û jîna madî ya ku xururê dide, ne ji Bav, lê belê ji dinê ye. Û dinya û şehweta wê derbas dibin, lê belê yê ku xwestina Xwedê tîne cîh, heta bêdawiyê dimîne. Ya zarokno, ev saeta dawîn e! Û mîna ku we bihîstine, dijberê Mesîh tê; niha jî zehf dijberê Mesîh peyda bûne; ji ber vêya em dizanin ku, ev saeta dawîn e. Ew ji nav me derketin, lê belê ne ji me bûn; ji ber ku ger ew ji me bûna, dê li cem me bimana. Lê belê veqetandina wan nîşan da ku, ew hemû ne ji me bûn. Û yê we, ji aliyê yê pîroz ve mesha we heye û hûn bi her tiştî dizanin. Ne bona ku hûn bi rastiyê nizanin, lê belê ji ber ku hûn bi wê dizanin û dizanin ku her derew ne ji rastiyê ye, min ji we re nivîsand. Ma yê ku Mesîhiya Îsa înkar dike ne derewçîn be, kî derewçîn e? Yê ku Bav û Law înkar dike, dijberê Mesîh e. Di her kesê ku Law înkar dike de, Bav jî nîne; di kesê ku Law mukir dike de, Bav jî heye. Yê ku we ji destpêkê ve bihîstiye, bila di nav we de bimîne! Ger yê ku we ji destpêkê ve bihîstiye di naw we de bimîne, hûn ê jî di Law û di Bav de bimînin. Û wada ku wî ji me re wad kiriye ev e, jiyana bêdawîn e. Min van tiştan di derheqê yên ku dixwazin we ji rê ve derxînin de, ji we re nivîsandin. Û ger em bên we, ew mesha ku we ji wî stendine, dê di we de bimîne û hewcedariya we nîne ku kesek ji we re bide hîn kirinê; lê belê mesha wî di derheqê her tiştî de çawa bi we dide hîn kirin û rasteqîn e û ne derew e û çawa hînî we kiribe, hûn ê di wê de bimînin. Û niha, ya zarokno, bona ku, ger ew xuya bibe, bila dilawêriya me hebe û di xuyabûna wî de em ji ber wî ne şermin, di wî de bisekinin. Ger hûn bizanibin ku ew rast e, hûn ê bizanibin ku her kesê dadiyê dike jî ji wî bûyîne. Binêrin, bona ku em bi gotina; zarokên Xwedê bêne bang kirin, Bav çi cûreyê hezkirin da me û em ûsa ne! Ji ber vê sedemê dinê me nas nake, ji ber ku wê wî nas nekir. Ya xoşewîstno, em niha zarokên Xwedê ne û ji me re hîn nehate nîşandan ku em ê çawa bibin. Ger ew xuya bibe, em dizanin ku em ê bibin mîna wî; ji ber ku ew çawa be, em ê wî ûsa bibînin. Û her kesê ku hêvî bi wî girê daye, mîna ku ew pak e, ew jî xwe ûsa pak dike. Her yê ku guneh dike, êrîşî zagonê dike û guneh, êrîşkirina zagonê ye. Û hûn dizanin ku ew bona rakirina gunehan xuya bûye û di wî de guneh tune ye. Her kesê ku di wî de disekine, gunehê nake; her yê ku gunehê dike, wî nedîtiye û wî nas nekiriye. Ya zarokno, bila kes we çewt neke! Çawa ku ew salih e, yê ku rastiyê dike jî salih e. Yê ku guneh dike, ji Îblîs e; ji ber ku Îblîs ji destpêkê ve gunehan dike. Ji ber vê yekê Lawê Xwedê hate xuya kirin ku, karên Îblîs xera bike. Her yê ku ji Xwedê ve bûye, gunehê nake; ji ber ku tova wî di wî de dimîne û ew nikare gunehê bike, ji ber ku ew ji Xwedê ve bûye. Zarokên Xwedê û zarokên Îblîs di vêya de tên kifş kirin; her kesê ku rastiyê nake û ji birayê xwe hez nake, ne ji Xwedê ye. Ji ber, temiya ku we di destpêkê de bihîstine ev e: Em ji hev û din hez bikin! Ne mîna Kayînê ku ji yê xerab ve bû û birayê xwe kuşt. Û çima wî ew kuşt? Ji ber ku karên wî xerab, lê belê yên birayê wî salih bûn. Ya birano, ger dinya ji we bikerihe, xwe şaş mekin! Em dizanin ku em ji mirinê ve derbasî jiyanê bûne; ji ber ku em ji birayan hez dikin. Yê ku hez nake, di mirinê de dimîne. Her kesê ku ji birayê xwe ve dikerihe, qesas e û hûn dizanin ku di tu qesasekî de jiyana bêdawî, ya ku di xwe de disekine nîne. Em bi vêya, bi hezkirinê ve dizanin, ji ber ku wî di oxra me de canê xwe da; hewce ye ku em jî di oxra birayên xwe de canên xwe bidin. Lê belê, her di kî de malê dinê hebe û birayê xwe di motajiyê de bibîne û li dijî wî şewqata xwe bigire, ma di wî de hezkirina Xwedê dê çawa bimîne? Ya zarokên min, em ne bi gotin û ziman, lê bi kar û rastiyê hez bikin! Em ê bi vêya bizanibin ku em ji rastiyê ne û li ber wî dilê xwe aş bikin; ji ber ku ger dilê me, me mehkûm bike, Xwedê ji dilên me hîn jî mezintir e û her tiştî dizane. Ya xoşewîstno, ger dilê me, me mehkûm meke, di hizura Xwedê de dilawêriya me dibe û em her çi bixwazin, em dê ji wî bistînin; ji ber ku em bi emirên wî ve digirin û tiştên ku wî xoşnûd dikin, çê dikin. Û emirê wî ev e: Mîna ku wî emir daye me, em bi navê Lawê wî Îsa Mesîh baweriyê bînin û ji hev û din hez bikin. Û yê ku emirên wî digire di wî de û ew jî di wî de dimîne. Û em bi vêya, ji Ruhê ku wî daye me, dizanin ku ew di me de dimîne. Ya xoşewîstno, bi her ruhî ve bawer nebin; lê belê bona ku hûn fêhm bikin, ka ew ji Xwedê ne, wan biceribînin! Ji ber ku gellek peyxamberên sexte belavî dinê bûne. Hûn ê bi vî awayî Ruhê Xwedê nas bikin: Her ruhê ku qebûl dike, Îsa Mesîh di bedenê de hatiye, ew ji Xwedê ye. Û her ruhê ku Îsa qebûl nake, ne ji Xwedê ye û ruhê dijberê Mesîh ev e; we hatina wî bihîstin û bi rastî ew ji niha ve di dinê de ye. Ya zarokno, hûn ji Xwedê ne û we wan mexlûb kirin; ji ber ku yê di we de ye, ji yê li dinê ye hîn jî mezintir e. Ew ji dinê ne; ji bo vê yekê ji dinê ve dibêjin û dinya guh dide wan. Em ji Xwedê ne, yê ku Xwedê nas dike, dê me guhdarî bike; yê ku ne ji Xwedê ne, guh nadin me. Em ruhê rasteqîniyê û ruhê rêşaşiyê bi vêya dizanin! Ya xoşewîstno, em ji hev û din hez bikin! Ji ber ku hezkirin ji Xwedê ye û her kesê ku hez dike ji Xwedê ve bûyiye û bi Xwedê dizane. Kesê ku hez nake, bi Xwedê ve nizane; ji ber ku Xwedê hezkirin e. Hezkirina Xwedê bi vêya ji me re hate nişan dayîn, bona ku em bi navgîniya wî bijîn, Xwedê Lawê xwe yê tekane şand dinê. Hezkirin di vê de ye, ne ku me ji Xwedê ve hez kirin, lê wî ji me hezkir û Lawê xwe ji bo kefareta gunehên me şand. Ya xoşewîstno, ger Xwedê bi vî awayî ji me hez kiriye, em jî deyndar in ku ji hev û din hez bikin. Qet kesî Xwedê tu carî nedîtiye; ger em ji hev û din hez bikin, Xwedê di me de dimîne û hezkirina wî di me de rayedar dibe. Bi Ruhê xwe yî ku daye me, em fêhm dikin ku em di wî de û ew jî di me de dimîne. Û me dîtin û em şahdeyiyê dikin ku; Bav, Lawê xwe ji bo Xelaskeriya dinê şand. Her kî mukir bête ku Îsa Lawê Xwedê ye, Xwedê di wî de û ew jî di Xwedê de dimîne. Û em hezkirina Xwedê, ya bona me ye dizanin û em bi wî bawer bûn. Xwedê hezkirin e û yê ku di hezkirinê de bimîne, di Xwedê de dimîne û Xwedê di wî de dimîne. Bona ku di roja daraziyê de dilawêriya me hebe, hezkirin bi me, di vêya de, digihêje kamiliyê; ji ber ku ew çawa be, em jî li vê dinê ûsa ne. Di hezkirinê de tirs tune, lê hezkirina rayedar tirsê davêje derve; ji ber ku di tirsê de lêdan heye û kesê ku ditirse, di hezkirinê de nehatiye rayedar kirin. Em ji wî hez dikin, ji ber ku wî pêşiyê ji me hez kir. Ger kesek bibêje: Ez ji Xwedê hez dikim û ji birayê xwe bikeribe, ew derewçîn e; ji ber, ew kesê ku ji birayê xwe yê ku dibîne hez nake, çawa dikare Xwedayê ku wî nedîtiye, hez bike? Û me vî emrî ji wî stendine, ku dibêje: Kî ji Xwedê hez dike, bila ji birayê xwe jî hez bike. Her kesê ku bawer dike, Îsa Mesîh e, ji Xwedê ve bûyiye û her kesê ku ji yê welidandiye hez dike, ji yê ku ji wî bûyiye jî hez dike. Ger em ji Xwedê hez bikin û emirên wî bînin cîh, bi vî awayî em dizanin ku, em ji zarokên Xwedê hez dikin. Ji ber, hezkirina Xwedê ew e ku, em bi emirên wî bigirin û emirên wî ne giran in. Ji ber, her kesê ku ji Xwedê ve bûyiye, dinê mexlûb dike û serfiraziya ku dinê mexlûb kiriye ev e; yanê, baweriya me ye. Ma xeynî yê ku bawer dike ku, Îsa Lawê Xwedê ye, kî dikare dinê mexlûb bike? Yê ku bi navgîniya avê û xwînê ve hatiye Îsa Mesîh e; ew ne tenê bi avê, lê bi avê û bi xwînê ve hatiye. Û yê ku şahdeyiyê dike Ruh e; ji ber ku Ruh rasteqînî ye. Ji ber ku, yên li ezman şahdeyiyê dikin sisê ne: Bavo, kelam û Ruhê Pîroz û ev her sisiyan yek in û yên ku li ser erdê şahdeyiyê dikin sisê ne: Ruh, av û xwîn û ev her sisiyan yek in. Ger me şahdeyiya mirovan qebûl kiribin; şahdeyiya Xwedê hîn jî mezin e; ji ber, şahdeyiya ku Xwedê di derheqê Lawê xwe de kiriye ev e. Yê ku bawerî bi Lawê Xwedê bîne, di wî de şahdeyiya wî heye; yê ku baweriyê bi Xwedê ve nîne, wî ew kiriye derewçîn; ji ber ku ew bi şahdeyiya ku Xwedê di derheqê Lawê xwe de kiriye, bawer nebûye. Û şahdetî ev e ku: Xwedê, jiyana abadîn daye me û ev jiyan di Lawê wî de ye. Di kî de Law hebe, di wî de jiyan heye; di kî de Lawê Xwedê tune be, di wî de jiyan nîne. Bona hûn bizanibin ku jiyana we ya abadîn heye, ji we re, ji yên ku bi navê Lawê Xwedê ve bawerî anîne re, van tiştan nivîsandim û bi vî awayî hûn (ji niha pê ve jî) bi navê Lawê Xwedê bawer bikin. Li ber wî ewlebûna me ev e ku; ger li gor xwestina wî, em çi bixwazin, ew dê me bibihîze. Û ger em bizanibin ku ew di xwestina me yî her tiştî de me dibihîze, em ê bizanibin ku xwestekên em ji wî dixwazin, em distînin. Ger kesek dibîne ku, birayê wî gunehê nabe mirinê dike, dê bixwaze û ew dê jiyanê bide yên ku gunehê nabe mirinê kirine. Gunehê ku dibe mirinê heye; ez nabêjim ku bila di derheqê vî de rica bike. Her neheqî guneh e; lê belê gunehê ku nabe mirinê heye. Em dizanin, her kesê ku ji Xwedê ve bûyiye gunehê nake; lê belê yê ku ji Xwedê ve bûyiye, bi xwe digire û yê xerab nikare dest bi wî de. Em pê dizanin ku, em ji Xwedê ne û hemûya dinê di yê xerab de ye. Lê belê em dizanin ku, Lawê Xwedê hatiye û bona em yê rasteqîn nas bikin, fêhmkariyê daye me û em di yê rasteqîn de, yanê, di Lawê wî de, di Îsa Mesîh de ne. Xwedayê rasteqîn û jiyana abadîn ev e. Ya zarokno, xwe ji seneman ve biparêzin! Amîn. Ji kalepîr ve, ji pîreka ku hatiye bijartin re û zarokên wê re, ya ku di rasteqîniyê de ez jê hez dikim û ne tenê ez, lê belê hemûyên ku rasteqîniyê nas kirine jî, ji ber rasteqîniya ku di me de disekine û dê abadîn bi me re be. Bila ji Bav Xwedê û ji Lawê Bav, Xudan Îsa Mesîh ve, di rasteqîniyê û hezkirinê de xêr, dilovanî û xweşî bi we re be! Gava min dît hinek zarokên te, mîna ku me emir ji Bav girtine ew ûsa di rêya rastiyê de diçin, ez bo wê pirr kêfxweş bûm. Û niha, ya xanim, ne mîna ku ez emrekî nû ji te re dinivîsînim, lê ya ku di destpêkê de bi me re bû dinivîsînim û ji te rica dikim: Em ji hev û din hez bikin. Û hezkirin ev e; li gor emirên wî bimeşin. Mîna ku we di destpêkê de bihîstin, bona hûn di vê de bimeşin, emir ev e. Ji ber ku, pirr kesên xapînokî li dinê belav bûne; ew hatina Îsa Mesîh di bedenê de qebûl nakin. Yê ku xapînok û dijberê Mesîh e, ev e. Li xwe miqate bin ku, bona hûn tiştên me ked dayinê winda mekin, lê belê heqê xwe bêkêmasî bistînin! Hemû kesên ku pêş ve diçin û di hînkariya Mesîh de nasekinin, di wan de Xwedê tune; yê ku di vê hînkariya de disekine, di wî de him Bav û him jî Law heye. Ger dema kesek were cem we û vê hînkariyê neanî be, wî kesî qebûlî malê mekin û silavê nedin wî! Ji ber ku yên silavê didin wî, dibin şirîkê karên wî yî xerab. Hîn pirr tiştên ku ji we re binivîsim hene, min nexwest ku bi kaxizê û hibirê ve binivîsînim; lê belê hêviya min ew e ku ez werim cem we û bi we re rû bi rû biaxifim; da ku, bila dilşayiya me temam bibe. Zarokên xwuşka te ya ku hatiye bijartin, ji te re silav dikin. Amîn. Ji vî kalepîrî ve, ji Gayosê xoşewîst, yê ku ez bi rastî jê hez dikim re! Ya xoşewîst, çawa ku canê te di xweşiyê de ye, ez dixwazim ku, tu di her tiştî de di nav tenduristî û xweşiyê de bî! Ji ber ku dema birayan hatin; mîna ku tu di rastiyê de dimeşe, bona rasteqîniya te şahdeyî kirin, ez pirr kêfxweş bûm. Ji ber vêya, xeynî ji bihîstina meşa zarokên min, ya di rastiyê de, kêfxweşiyek minî mezintir nîne. Ya xoşewîst, ji birayan re û tevî vêya ji xerîban re her tu çi dikî, xebatên dilsoz û ji dil dikî; wana li ber Dêrê ji hezkirina te re şahdeyiyê kirin. Gava tu wana bi mîna liyaq bûna Xwedê ve bişînî, tuyê qenc bikî. Ji ber ku ji Neteweyan tiştekî nestendin û di oxra Nav de derketin rê. Niha, bona ku em di oxra rastiyê de bibin kedkar, em deyndar in ku kesên ûsa qenc qebûl bikin. Min ji Dêrê re hinek tişt nivîsand, lê belê di nav wan de, yê ku aşiqê meqama herî bilind e, Diyotrefîs me qebûl nake. Ji ber vê yekê, ger ez werim, ez ê karên wî yên li dijî me bi gotinên xerab û bi îftirayê kirine di bîr de bînim û bi vêya nasekine, ew bi xwe birayan jî qebûl nake û ji yên dixwazin re jî astengiyê derdixe û wan ji Dêrê ve davêje derve. Ya xoşewîst, ne xerabiyê, lê qenciyê ji xwe re bike mînak. Yê ku qenciyê dike, ji Xwedê ye; yê ku xerabiyê dike, wî Xwedê nedîtiye. Ji aliyê her kesî ve û bi xwe ji aliyê rasteqîniyê ve jî Dîmîtriyos re şahdeyî tête kirin û em jî şahdeyiyê dikin û tu dizanî ku şahdeyiya me rasteqîn e. Gellek tiştên min yê ku ji te re binivîsînim hene, lê belê naxwazim ku bi hibirê û pênûskê ve binivîsim. Lê belê ez hêvîdar im ku di nêzîk de ez ê te bibînim û em ê rû bi rû biaxifin. Bila xweşî ji te re be! Heval silavê li te dikin. Ji hevalan re bi nav û nav silav bike! Ji Cihûdayê ku qûlê Îsa Mesîh û birayê Aqûp, ji bangkirên ji aliyê Bavo Xwedê ve hatine hez kirin û di Îsa Mesîh de hatine parastin re: Bila dilovanî, dilxweşî û hezkirin ji we re zêde bibe! Ya xoşewîstno, dema gellekî xîret dikirim ku, ez ji we re di derheqê pev re xelas bûna me de binivîsînim; bi gotina rica kirina; hûn bona baweriya ku carekê ji pîrozan re hatiye emanet kirin têkoşînê bikin, ez hewcedar bûm ku ji we re binivîsînim. Ji ber ku hin kesên bêxwedê, yên ku xêra Xwedayê me ji sefahetê re dikin navdîtî û yek fermandarê me û Xudanê me Îsa Mesîh înkar dikin, bi dizîka ketin nav we; darazbûna wan ji zû ve hatiye nivîsandin. Hûn vana hemûyan dizanin jî, lê dîsa dixwazim bînim bîra we ku, Xudan gelê xwe pêşiyê ji welatê Misirê xelas kir; lê belê dawiyê yên ku baweriyê neanîne helaq kir. Û wî, milyaketên di nava sînorên rayedariyên xwe de nemane û ji cîhê ku ji wan re hatiye danîn cuda bûne, bona roja mezin ya daraziyê, bi zincîrên ku venabin ve girê da û hepsî tariyê kir. Sodom, Gomora û bajarê li dora wan in jî bi awayekî wekhev xwe radestî teqînên fuhş û rêçewtiyê kirin. Ev bajarê ku heta bêdawîbûnê cezaya di agir de şewitînê dikişînin, her yek mînakên ders jê girtinê ne. Lê belê vana jî bi eynî awayî xeyalan dikin û bedenê gemarî dikin û rayedariyê bi tunehiyê dihesibînin û ji mezinîhayiyan re kufir dikin. Lê belê heta sermilyaket Mikaîl jî, dema di derheqê cesedê Mûsa de bi Îblîs re têkoşerê dikir, newêriya ku bi kufir kirinê wî daraz bike; lê got: Bila Xudan bi te bipeke! Lê belê vana, ji heçî tiştên ji wê fêhm nakin re xeberan didin û mîna heywanên bêvac di fêhmkirina tiştên xweza de dê helaq bibin. Wey li wan! Ji ber ku di rêya Kayîn de çûn û bona qezencê ketin rêşaşiya Balam û di serîhildana Korah de helaq bûn! Dema vana, di ziyafetên we yî hezkirinê de, bi we re bixwin û vexwin, leke ne, şivanên ku bêtirs xwe xwedî dikin in; ewrên bê baran yên bi ber ba ve diçin, darên payîzê yên bêmêw, yên ji rehê ve hatine kişandin û du caran mirî ne; şepêlên har yên behrê, yên şermezariyên xwe belav dikin in; mîna stêrkên beredayî ne; tariyek heta bêdawîbûnê bidome li benda wan e. Henoxê paşî Adem ji nifşeya heftemîn e, ji vana re jî peyxamberitiyê kir û got: Bona li dijî her kesî cîh anîna daraziyê û di derheqê hemû karên wanî bêxwedê de, yên ku bi bêxwedêtiyê dikin û bona hemû tiştên tund yên ku gunehkarên bêxwedê li dijî wî gotine, bona hemû rêşaşan bêdeng bike, a vay, Xudan bi deh hezarên pîrozên xwe re hat. Vana yên di berxwe de dibêjin û gazinca dikin; li pey şehwetên xwe diçin in û devê wan gotinên tûmtûrak dibêjin; yên ku bona qezencê hurmetê ji şexsan re dikin in. Lê belê hûn, ya xoşewîstno, gotinên ku ji berê ve ji aliyê şagirtên Xudanê me Îsa Mesîh ve hatine gotin di bîr de bînin; ku ji we re: Yên ku di dema dawîn de kêfê dikin, dê yên bêxwedê û li gor şehweta xwe dimeşin bibin, digotin. Vana yên ku cihêtiyê dikin, bi hebûna mirov ve girêdayî û kesên ku di wan de Ruh tune ne. Lê belê hûn, ya xoşewîstno, xwe li ser bingeha baweriya xwe ya herî pîroz e ava bikin; di Ruhê Pîroz de dua bikin; dema hûn li benda dilovaniya Xudanê me Îsa Mesîh ya we bigihînî jiyana abadîn bin, xwe di hezkirina Xwedê de biparêzin. Û dilovaniyê li hin kesên bêqirar re bikin; hin kesan ji agir ve bikişînin û xelas bikin û ji hin kesan re jî bi tirsê dilovaniyê bikin û ji kincekî bi bedena biguneh ve hatiye gemar kirin jî bikerihin. Niha, ji Xelaskerê me Xwedê yê yek e, yê ku hêza wî têra we ji ketinê ve biparêze û we bi kêfxweşiyek mezin û bêleke derxe hizûra xwe, heye re, bi navgîniya Xudanê me Îsa Mesîh, berî hemû çaxan û niha û heta hemû çaxan bila bilindahî, rewnaqî, serwerî û qudret bibe! Amîn. Peyxama Îsa Mesîh e. Vêya, Xwedê, bona ku bûyerên dê di dema nêzîk de çê bibin nîşanî qûlên xwe bide, da wî û ew, bi navgîniya milyaketê xwe şand û wê nîşanî qûlê xwe Yûhena da; wî jî li gotina Xwedê û li şahdeyiya Îsa Mesîh, yanê, li hemûya tiştên ku dîtiye, şahdeyiyê kir. Xwezî li kesên ku gotinên vê peyxambertiyê dixwînin û guhdarî dikin û bi tiştên ku di wê de hatine nivîsandin digirin! Ji ber ku dem nêzîk e. Ji Yûhena ve, ji heft Dêrên li Asyayê ne re: Bila ji Mesîh Îsa, yê ku hebû û dê hebe û dê were û ji yê heft ruhê ku li ber texta wî ne û ji şahdeyê dilsoz û ji miriyan pêşiyê welidiye û serokê qiralên dinê ye ve, xêr û xweşî ji we re be! Ji yê ku ji me hez kiriye û di xwîna xwe de me ji gunehên me ve şuştiye û ji yê ku, me ji Bavê xwe Xwedê re kiriye qiralan û kahînan re, ji heta bi abadîna abadînan ve bilindahî û qudret bibe! Amîn. A vay, bi ewran ve tê û dê her çav û yên bedena wî qul kirine jî wî bibînin û bona wî dê hemû neteweyên rûyê erdê li xwe bixin! Belê, Amîn. Xudan, Xwedayê ku hêza wî têra her tiştên hene, hebûn û dê hebin dike, dibêje: Alfa û Omega ez im. Ez, yê ku tevî we pardarê tengasî û milyaket û sebra di Îsa de ye, birayê we Yûhena, bona gotina Xwedê û şahdeyiya Îsa, li girava ku navê wê Patmos e, bûm. Di roja Xudan de, ez di Ruh de bûm û li paşî xwe dengekî bilindî mîna borîjenê bihîstim; ku digot: Alfa û Omega, yê Yekemîn û Dawîn ez im! Û dîtinên xwe li kitêbekê binivîse û ji heft Dêrên ku li Asyayê ne re bişîne: Ji Efesê re, ji Îzmîrê re, ji Bergamayê re, ji Tiyatêrayê re, ji Sardisê re, ji Fîladelfiyayê re û ji Lawdîkyayê re! Û bona ez dengê ku bi min re diaxife bibînim, vegeriyam paş xwe û gava vegeriyam, min heft şimadankên zêrîn û di nava şimadankan de, yekî mîna lawê mirov, kincên li ser wî digihêje lingên wî û sînga wî bi şûtika zêrînî ve hatiye pêçandin dîtim. Û serê wî û porê wî sipî, mîna hiriyê sipî, mîna berfê bû û çavên wî mîna pêtê agir bûn! Û lingên wî mîna tûncê dibiriqî yê di firnê de bûye pêtî bû û dengê wî mîna dengê pirr avan bû. Û di destê wî yê rastê de heft sitêrk hebûn û ji devê wî şûrekî du devî yê tûj derdiket û wecê wî mîna roja bi hemû hêza xwe ve dibiriqe bû. Û dema min wî dît, ez mîna miriya li ber lingên wî ketim. Û wî destê xwe yî rastê danî ser min û got: Metirse! Yê pêşîn û yê dawîn û yê zindî ez im û ez miribûm û a vay, ez bi abadîna abadînan ve zindî me û kilîdên mirinê û warê miriyan bi min re ne. Niha tiştên ku te dîtine, yên ku niha bibin û yên ku ji piştî vêya ve dê bibin binivîsîne. Raza van heft stêrkan yên ku te di destê minî rastê de dît û heft şimadankên zêrînî, heft sitêrk milyaketên heft Dêran in û heft şimadank jî heft Dêr in. Ji milyaketê Dêra li Efesê ye re binivîsîne: Yê ku heft sitêrkî di destê xwe yî rastê de digre, di nava heft şimadankên zêrînî de dimeşe, ûsa dibêje: Ez bi karên te û bi xebatkariya te û bi sebra te dizanim û ez dizanim ku tu nikarî ji xeraban re sebir bikî û te yên ku ne şagirt in, lê belê xwe bi şagirtî didin nasîn ceriband û wan derewçîn dît û tu bisebr î û di oxra navê min de, te li berxwe da û newestiyayî. Lê belê tiştekî minî li dijî te heye: Te hezkirina xwe yî pêşîn berda. Niha di bîr de bîne ku tu ji ku ket û tobe bike û karên xwe yî pêşîn bike! Ger tu tobe neke, ez ê bêm te û şimadanka te ji cîh ve rakim! Lê belê ev di te de heye ku: Tu ji karên alîgirên Nîkolas ve dikerihe; ez jî ji wan dikerihim. Yê guhê wî hebe, bila bibihîze ku ka Ruh ji Dêran re çi dibêje! Ez ê mafê xwarina ji dara jiyanê ya di bihuşta Xwedê de ye, bidim yê ku serdest bê. Û ji milyaketê Dêra li Îzmîrê ye re binivîsîne: Yê miriye û dîsa rabûye, yê ku pêşîn û dawîn e ûsa dibêje: Ez tengasiya te û xizaniya te dizanim; – lê belê tu dewlemend î! – Û ez kufrên kesên ji xwe re dibêjin Cihûd, lê belê yên ne Cihûd in, di mîna kenişta Îblîs de ne dikin dizanim. Ji tengasiyên ku tu li ber kişandinê ye metirse! A vay, Îblîs bona ku hûn bên ceribandin, dê ji we hin kesan bavêje zîndanê û dê deh roj tengasiya we hebe. Heta mirinê dilsoz be û ez ê taca jiyanê bidim te! Yê guhê wî hebe, bila bibihîze ku ka Ruh ji Dêran re çi dibêje! Yê ku serdest bê, dê ji mirina duwemîn ve xesarê nebîne. Û ji milyaketê Dêra li Bergamayê ye re binivîsîne: Yê ku xwediyê şûrê tûj yê bi dudevî ye, van tiştan dibêje: Ez bi karên te û ka tu li ku derê rûdinî ve dizanim; texta Îblîs li wir e û tu bi şidandî bi navê min ve digirî û di nava we de, li cîhê ku Îblîs lê rûdinî, di rojên kuştina şahdeyê minî dilsoz Antîpa de jî, te baweriya xwe ya bi min ve înkar nekir. Lê belê li dijî te çend tiştên min hene; ji ber, li wê derê, yên te, ên ku bi hînkariya Balam ve girêdayî mane hene; wî, bona xwarina goştên ji pûtan re hatiye pêşkêş kirin û bona zinê bikin, tilpekî avêtina ber lawên Îsraêl, hînî Balak kir. Mîna vêya, yên te, ên ku bi fêrkirina Nîkolas, ya ku ez jê dikerihim ve digirin jî hene. Niha tobe bike! Ya na, ez ê zû werim te û li dijî wan bi şûrê di devê xwe de ve cengê bikim. Yê ku guhê wî hebe, bila bibihîze ku ka Ruh ji Dêran re çi dibêje! Ez ê ji manna ku veşartiye bidim yê ku serdest bê. Wekî din ez ê kevirekî sipî û navekî nû ya li ser vî kevirî nivîsandiye, navekî ku ji xeynî yê ku bistîne, tu kes pê nizane bidimê. Û ji milyaketê Dêra li Tiyatîrayê ye re binivîsîne: Lawê Xwedê, yê ku çavên wî yên mîna pêtê agir heye û lingên wî mîna tûncê dibiriqe ne, van tiştan dibêje: Ez karên te û hezkirin û baweriya te û xizmeta te û sebra te dizanim û ez dizanim ku karên te yî dawîn, ji karên te yî pêşîn hîn jî zêdetir in. Lê belê li dijî te tiştekî min heye; tu li pîreka bi navê Îzabêl, ya ku ji xwe re peyxamber dibêje bi xweşdîtinê dinihêrî û ew bi hînkariya xwe qûlên min ji rê ve derdixe û ber bi zîna kirinê û xwarina goştên ji pûtan re hatine pêşkêş kirin ve dibe. Û bona tobe kirina wê, min demekê da wê û naxwaze ku ji zîna xwe ve tobe bike. A vay, ez ê wê bavêjim nav livînekî û yê bi wê re zîna kirine jî, ger ji karên ku wê kiriye tobe nekin, ez ê wan bavêjim nav tengasiyên mezin. Û ez ê zarokên wê, bi mirinê ve bikujim û dê hemû Dêr bizanibin, yê ku lêkolînê li gurçik û dilan dike, ez im. Û ez ê li gor karên we her yekî bidim we. Lê belê ji we re, ji yên dinî li Tiyatîrayê ne re, ji hemûyên ku di wan de ev hînkariya nîne re, mîna ku ew dibêjin, ji yên tiştên Îblîs ên kûr ve nizanin re, dibêjim: Xeynî vêya ez tu barî danaynim ser we. Lê belê heta ku ez bêm, bi yê ku bi we re ye bi pihêtî ve bigirin! Û yê ku bi ser bikeve û heta dawîn bi karên min ve bigire, ez jî ji Bavê xwe çawa girtibim, ez ê li ser neteweyan ve serweriyê bidim wî. Mîna ku qabên kûzker dişkênin, dê ew ê wan bi doqê hesinî ve bajo û ez ê stêrka sibehê bidim wî. Yê guhê wî hebe, bila bibihîze ku ka Ruh ji Dêran re çi dibêje! Û ji milyaketê Dêra li Sardisê ye re binivîsîne: Yê ku tê de heft Ruhê Xwedê û heft sitêrk hene, ûsa dibêje: Ez bi karên te dizanim; te bi jiyînê ve nav kiriye û tu mirî yî. Hişyar bibe û tiştên li paş ve mayîne û li ber mirinê ne xurt bike! Ji ber ku min li ber Xwedayê xwe, karên te temambûyî nedîtin. Niha, di bîra xwe de bîne ku, ka te çawa girtiye û bihîstiye û pê bigire û tobe bike! Niha, ger tu ne hişyar be, ez ê mîna dizekî werim ser te û tuyê nizanibe ku ez ê di kîjan saetê de bêm ser te. Lê belê li Sardisê çend kesên te hene ku, wan kincên xwe gemarî nekirine û ew ê bi min re di nava kincên sipî de bimeşin; ji ber ku liyaq in. Yê ku serdest bê, dê bi vî awayî kincên sipî li xwe bike û ez navê wî ji kitêba jiyanê ve betal nakim û ez ê li berya Bavê xwe û milyaketên wî navê wî kesî mukir bêm. Yê guhê wî hebe, bila bibihîze ku ka Ruh ji Dêran re çi dibêje! Û ji milyaketê Dêra li Fîladelfiyayê ye re binivîsîne: Yê pîroz û rast e, yê xwediyê qufleya Dawid e, yê ku vedike û kes nikare bigire û digire û kes nikare veke, ûsa dibêje: Ez bi karên te dizanim. A vay, min deriyek vekirî ku tu kes nikare bigire danî ber te; ji ber ku hinek hêza te heye û te bi gotina min girt û te navê min înkar nekir. A vay, ez hin kesên ji kenişta Îblîs, yên çawa ku ne Cihûd in, lê bi derewan ji xwe re dibêjin em Cihûd in, didim; a vay, ez ê wan ûsa bikim ku dê werin û li ber lingên te secde bikin û dê bizanibin ku ez ji te hez dikim. Madem ku te bi gotina sebra min ve girt, ez ê jî ji saeta ceribandinê ya ku bona kesên li rûyê erdê dijîn biceribîne bê ser hemûya dinê, te biparêzim. A vay, ez zû têm; bona ku tu kes taca te ji te negire, bi ya ku tu xwediye bi hijdîn pê bigire! Ez ê yê ku serdest bê, di Perestgeha Xwedayê xwe de bikim stûnekî û ew dê êdî dernekeve derve û ez ê li ser wî navê Xwedayê xwe û navê bajarê Xwedayê xwe, ya ji Xwedayê min, ji ezman ve daketiye, navê Orşelîma nû û navê xwe yî nû binivîsînim. Yê guhê wî hebe, bila bibihîze ku ka Ruh ji Dêran re çi dibêje! Û ji milyaketê Dêra li Lawdîkyayê ye re binivîsîne: Yê Amîn, dilsoz û şahdeyê rasteqîn, çavkaniya afirandina Xwedê ûsa dibêje: Ez bi karên te dizanim, tu ne sar î, ne jî germ. Xwezîka tu sar an jî germ bûya! Bi vî awayî ji ber ku tu ne germ î ne jî sar, lê bona ku tu sarogermî yî; ez ê te ji devê xwe verşînim. Ji ber ku tu dibêjî, ez dewlemend im û ez dewlemend bûm û motajiya min ji tu tiştî re nemaye! Û tu nizanî ku tu reben û di rewşekî heyfînî û xizan û kor û tazî de yî. Bona ku tu bibî dewlemend, zêrê bi agir ve hatiye safî kirin û bona ku tu li xwe bikî û şerma tazîbûna te xuyanî nebe, kincê sipî û bona ku tu bibînî, ji bo tu di çavên xwe de bidî ji min stendina merhema çavan, ez ji te re şîret didim! Ez bi hemû hezkirê xwe ve dipekim û perwerde dikim. Niha, bi vî awayî were xîretê û tobe bike! A vay, ez li ber derî sekinî me û li derî dixim; ger kesek dengê min bibihîze û derî veke, ez ê têkevim cem wî û ez bi wî re û ew jî bi min re, em ê bi hev re şîvê bixwin. Ez çawa bi serdestî hatina xwe û bi Bavê xwe re li texta wî rûniştim, ez ê jî mafê bi min re, li texta min rûniştinê bidim yê ku serdest bê. Yê guhê wî hebe, bila bibihîze ku ka Ruh ji Dêran re çi dibêje! Paşî van tiştan dîtim û a vay, li ezman deriyek vekirî hebû û axaftina wî yî bi min re bihîstibûm û dengê pêşîn yê mîna borîjenê bû got. Derkeve vir û ez ê bûyerên li pey vêya lazim e ku bibin, nîşanî te bidim! Û ez hema di Ruh de bûm û a vay, li ezman textekî û yekî li ser wî textî rûniştiye hebû. Û yê li ser rûniştibû, mîna xuyaniya eqîqa yeşîm û sor bû û keskesorekê zumridê di bîr de dianî li dora text girtîbû. Û li dora text bîst û çar text û li ser textan rûniştî bîst û çar kalepîrên li ser serê wan tacên zêrîn û kincên sipî li xwe kirî, hebûn. Û ji text ve birûsk û deng û gurmîniyên ezman derdiketin. Û li ber text, heft pêtaleyên dişewitin hebûn; ew heft Ruhê Xwedê ne. Û li ber text behrekî mîna billûrê, wekî ji camê hebû û di nav text û dora wê de, çar afirên zindî, yên pêşî û paşiyên wan bi çavan ve tijî ye hebûn. Û afirê zindî yê yekemîn, mîna şêrekî bû û afirê zindî yê duwemîn, mîna cangeyekî bû û wecê afirê zindî yê sêwemîn, mîna wecê mirovekî bû û afirê zindî yê çaremîn, mîna qertelekî difire bû. Û ji her yekê ji van çar afirên zindî xwediyê heft bazikî bûn û her alî û hundirê wan bi çavan ve tijî bûn û bi roj û şev, bêsekin û bêrawestin ûsa dibêjin: Pîroz, pîroz, pîroz e, Xudan Xwedayê ku şiyandarê her tiştî ye, yê ku hebû û yê ku heye û yê ku dê were! Û afirên zindî, her ku ji yê li ser text rûniştiye, yê ku dê bi abadîna abadînan ve bijî re bilindahî û birêzî û şikiryê pêşkêşî dikirin, bîst û çar kalepîr, li ber yê heta bêdawiyan bijî û li ser text rûniştiye xwe davêtin erdê ber wî û bi wî diperistin û tacên xwe davêjin ber text û dibêjin: Ya Xudanê me û Xwedayê me! Tu liyaqî girtina bilindahiyê û birêziyê û qudretê yî. Ji ber ku te hemû tiştan afirand û ew bi xwestina te hebûn û hatin afirandin! Û min di destê rastê yê ku li ser text rûniştiye de kitêbek ji hundir û ji derve hatiye nivîsandin û bi heft mohran ve hatiye mohr kirin dît. Û min milyaketekî xurt bi dengek bilind dibêje: Kî liyaqî vekirina kitêbê û mohran e? dît. Û ne li ezman û ne li rûyê erdê û ne jî li binê erdê tu kesê ku kitêbê veke û li hundirê wê binihêre tunebû. Û ez zehf digiriyam; ji ber ku tu kesê liyaqî kitêbê veke û li hundirê wê binihêre nehat dîtin. Û yekî ji kalepîran ji min re got: Megrî! A vay, Şêrê ji eşîra Cihûda ve ye, reha Dawid, di vekirina kitêbê û heft mohrên wê de serdest hat! Û di nava text û çar afirên zindî de û di nava kalepîran de, min Berxikekî mîna ku hatibe serjêkirin sekiniye dît; heft qiloç û heft çavên wî hebûn; vana heft Ruhê Xwedê yê ku ji hemûya dinê re hatine şandin in. Û hat û ji destê rastê yê li ser text rûniştiye kitêbê girt. Û dema wê girt, çar afirên zindî û bîst û çar kalepîr li ber Berxikê, bi erdê ve secde kirin û di destê her yekî de çenkek û wekî tasên zêrînî yên bi buxurê ve tijî, yên ku duayên pîrozan in; hebûn. Û wan bi sitrandina qesîdeyek nû digotin: Tu liyaqî girtina kitêbê û vekirina mohrên wê yî; ji ber ku tu hatî serjêkirin û te mirovên ji her eşîrî û ji her zimanî û ji her gelî û ji her neteweyî bi xwîna xwe ve ji bona Xwedê kirîn û te, wan di xizmeta Xwadayê me de kir qiraliyet û kahînan û ew dê li ser dinê serweriyê bajon! Û li dora text û afirên zindî û kalepîran ve min gellek milyaketan dît û dengên wan bihîst û hejmara wan bi hezaran hezar, bi dehhezaran dehhezar bû; bi dengekî bilind digotin: Berxê ku hatiye serjêkirin, liyaqî girtina qudretê û dewlemendiyê û hîkmetê û hêzê û birêziyê û bilindahiyê û pesnahiyê ye! Û min bihîst ku hemû afirên li ezman û li rûyê erdê û li binê erdê û li ser behrê ne û hemû tiştên ku di wan de ne digotin: Pesnahî û hurmet û bilindahî û qudret heta abadîna abadînan, bila ya yê li ser text ve rûniştiye û ya Berxikê be! Û çar afirên zindî gotin: Amîn! Û bîst û çar kalepîr bi erdê ve secde kirin û ji yê heta abadîna abadînan dijî re peristin. Û min dît, gava ku Berxikê ji heft mohran yekî vekir û min bihîst ku yekî ji çar afirên zindî, bi dengekî mîna gurmîniya ezmên got: Were! Û dîtim û a vay, hespekî sipî û kevanekî yê li ser wê siwar e hebû û tacekî bona wî hate dayîn û bona ku serfiraz bê, bi serkeftinê ve derket. Û Dema mohra duwemîn vekir, min gotina afirê zindî yê duwemîn ku got: Were! bihîst. Û hespekî din, hespek sor derket û bona aşitî ji dinê ve rake û bona hev û din serjêkirinê rayedarî ji yê ku li ser wê siwar e re hate dayîn û şûrekî mezin ji wî re hate dayîn. Û dema mohra sêwemîn vekir, min gotina afirê zindî yê sêwemîn ku got: Were! bihîst. Û dîtim û a vay, hespekî reş û şehînek di destê yê ku li ser wê siwar bû de hebû. Û di nava çar afirên zindî de wekî dengekî ûsa axifî bihîstim: Olçekek genim bi dînarekî û sê olçek ceh bi dînarekî û xesarê nede zeyt û xemrê! Û dema mohra çaremîn vekir, min gotina afirê zindî yê çaremîn ku got: Were! bihîst. Û dîtim û a vay, hespekî rengê wê çilmisokî ye; navê suwarê wê Mirin bû û warê miriyan li pey wî dihate. Ji vana re, bona ku bi şûr, bi xela, bi weba û bi ajalên hov yên rûyê erdê ve mirinê biweşînin, li ser çarî yek rûyê erdê rayedarî hate dayîn. Û dema mohra pêncemîn vekir, min li binya pêşkêşgehê canê yên bona gotina Xwedê û şahdeyiya ku domandine hatine kuştin dît. Û bi dengekî bilind qêriyan û gotin: Ya Efendiyê pîroz û rast! Bona ku tu yên li rûyê erdê daraz bikî û heyfa xwîna me bistînî, hîn tuyê çiqas bisekinî? Û ji her yekî ji wan re, qeftanê sipî hate dayîn û ji wan re hate gotin ku bila heta hejmara rêhevalên wanî dîl û birayên wanî mîna wan bên kuştin temam bibe, demekî kurt rehet bikin. Û dema mohra şeşemîn vekir, min dît û a vay, erdhejînek mezin bû û roj, mîna pertalek ji mûyê be, reş bû û hemûya heyvê bû mîna xwînê û sitêrkên ezman, gava ku darê hêjîrê bi bayek xurt bête kilkirin çawa hêjîrên xwe yî xag diweşîne, ketin ser rûyê erdê. Û ezman, mîna tomarek bê pêçandin ji holê ve rabû û her çiya û her girav ji cîhê xwe ve hatin rakirin. Û qiralên dinê û mezinên wê û fermandarên wê û dewlemendên wê û xurtên wê û hemû azad û mirovên wê yî dîl li şikeftan û di nava zinarên çiyayan de xwe veşartin û ji çiya û zinaran re digotin: Bi ser me ve bikevin û ji rûyê yê li ser text ve rûniştiye û ji xezeba Berxikê ve me veşêrin! Ji ber ku roja mezin ya xezeba wî hat û ma kî dikare bisekine? Û paşî vêya, bona ku bi ser erdê ve û bi ser behrê ve û bi ser darê her wekî ve ba nebe, çar milyaketên ku bi girtina çar bayê erdê, li çar aliyê rûyê erdê ve disekinin, dîtim. Û milyaketekî din, yê ku mohra Xwedayê zindî pê re bû, ji rojhilatê ve derdikeve dîtim û wî ji çar milyaketên ku rayedariya xesariya erd û behrê ji wan re hatiye dayîn re bi dengekî bilind qêriya û got: Heta ku em qûlên Xwedayê xwe ji eniya wan ve bi mohr bikin, xesarê nedin erd û behr û daran! Û min hejmara yên ku hatine mohrkirin bihîst: Ji hemû eşîrên Lawên Îsraêl, sed û çel û çar hezar hatibûn mohrkirin. Ji eşîra Cihûda donzdeh hezar hatibûn mohrkirin; ji eşîra Rûben donzdeh hezar, ji eşîra Gad donzdeh hezar, ji eşîra Aşer donzdeh hezar, ji eşîra Naftalî donzdeh hezar, ji eşîra Manaşşe donzdeh hezar, ji eşîra Şîmeûn donzdeh hezar, ji eşîra Lêwî donzdeh hezar, ji eşîra Îsşakar donzdeh hezar, ji eşîra Zebûlûn donzdeh hezar, ji eşîra Ûsiv donzdeh hezar, ji eşîra Benyamîn donzdeh hezar hatibûn mohrkirin. Paşî vêya dîtim û a vay, ajaweyek mezin ya ku kes nikare bijmêre, ji her netewî, ji her eşîrî, ji her gelî û ji her zimanî ava bûye, li ber text û li ber Berxikê ve sekinîbûn; qeftanên sipî li xwe kiribûn û di destê wan de guliyên xurmê hebûn. Û bi dengekî bilind diqêriyan û digotin: Xelaskirin, mexsûsî Xwedayê me yî li ser text ve rûniştî û Berxikê ye! Û hemû milyaket li dora text û kalepîran û çar afirên zindî ve disekinîn û li ber text xwe bi ser rû davêtin erdê, ji Xwedê re diperistin û digotin: Amîn! Bila pesnahî û bilindahî û zaniyarî û şikirî û hurmet û hêz û qudret, bi abadîna abadînan ve ji Xwedayê me re be! Amîn. Û yekî ji kalepîran bersiv da min û got: Vanê ku qeftanê sipî li xwe kirine kî ne û ji ku ve hatine? Û ji wî re gotim: Ya efendiyê min, tu dizanî! Û wî ji min re got: Vana, yên ji wê tengasiya mezin ve têne ne û wan qeftanên xwe şuştin û wan qeftanên xwe di xwîna Berxikê de sipî kirin. Bona vêya li ber texta Xwedê ne û roj û şev di Perestgeha wî de, ji wî re xizmetê dikin û yê li ser text ve rûniştiye, dê çadira xwe li ser wan ve vegire. Û ew dê êdî birçî nebin û êdî tî nebin û ne roj, ne jî germayiyek li wan nexîne; ji ber ku dê Berxikê ku li nava text e wan bajo û bibe çavkaniyên avên jiyanê û dê Xwedê hemû hêstiran ji çavên wan ve paqij bike. Û dema mohra heftemîn vekir, li ezman, qasî nîv saetî bêdengî çêbû. Û min heft milyaketên ku li ber Xwedê disekinin dîtin û ji wan re heft borîjen hate dayîn. Û milyaketekî din hat û buxurdanekî zêrînî di dest de bû, li ber pêşkêşgehê ve sekinî û bona ku li pêşkêşgeha li ber text, tevî duayên pîrozan ve pêşkêş bike, gellek buxur ji wî re hate dayîn. Û duayên pîrozan û dûyê buxurê, li ber Xwedê ji destê milyaket ve bilind bû. Û milyaket buxurdanê rahişt û bi agirê pêşkêşîgehê ve dagirt û avêt rûyê erdê û deng û gurmîniyên ezman û birûsk û erdhejîn bûn. Û heft milyaketên ku heft borîjen bi wan re bûn, bona borîjenê lêxin, amade bûn. Û milyaketê yekemîn li borîjenê xist û zîpikên bi xwînê ve tevlihev û agir ava bû û bi rûyê erdê ve hatin avêtin. Û ji sisêya yekê erdê şewitî û ji sisêya yekê daran şewitîn û hemû gîhayên hêşîn şewitîn. Û milyaketê duwemîn li borîjenê xist û wekî ku çiyayekî mezin ê ku bi agir ve tête şewitandin bi hundirê behrê ve hate avêtin û ji sisêyan yekê behrê bû xwîn û ji sisêyan yekê afirên zindî, yên di behrê de ne mirin û ji sisêyan yekê keştiyan tune bûn. Û milyaketê sêwemîn li borîjenê xist û ji ezman, sitêrkek mezin mîna pêtalê vêdikeve ket ser ji sisêyan yekê çeman û ket ser çavkaniyên avê û navê vê stêrka Pelîn e. Û ji sisêyan yekê avan mîna pelînê bûn û gellek mirov ji avan mirin; ji ber ku av tahl bûn. Û milyaketê çaremîn li borîjenê xist û ji sisêyan yekê rojê û ji sisêyan yekê heyvê û ji sisêyan yekê sitêrkan hatin lêxistin; da ku, ji sisêyan yekê wan vemirîn û ji sisêyan yekê rojê û şevê jî bê ronahî man. Û min dît û min bihîst ku qertelek di nava ezman de difire û bi dengê bilind digot: Ji ber dengê borîjenên sê milyaketên dinî li borîjenan bixin wey, wey, wey li serê yên ku li ser rûyê erdê rûdinin! Û milyaketê pêncemîn li borîjenê xist û min sitêrkek ji ezman ve ketiye erdê dît û qufleya bîra ku dadikeve kûritiyên bêbinî ji wî re hate dayîn. Û wî bîra kûritiyên bêbinî vekir, ji bîrê ve dûhekî mîna dûhê ocaxekî mezin derket û ji dûhê bîrê, roj û hewa tarî bûn. Û ji nava dûhê ve, kulî derketin rûyê erdê; hêzekî mîna dûpişkên rûyê erdê ji vana re hate dayîn. Û ji wan re hate gotin ku, bila ne gîhayê erdê, ne tiştekî hêşîn û ne jî darekî, lê xesarê bidin mirovên di eniya wan de mohra Xwedê nîne. Û destûra ne bona ku wan bikujin, lê pênc meh tahdê li wan bikin, ji wan re hate dayîn. Û lêdana wan, mîna êşa, dema dûpişkek bi mirov ve vede dide bû. Û di wan rojan de dê mirov li mirinê ve bigerin û dê wê nebînin û ew ê bêriya mirinê bikin û dê mirin ji wan ve bireve. Û şiklên kuliyan, mîna hespên ji cengê re hatine amade kirin bûn û li ser serê wan tacên wekî zêrînî bin hebûn û wecê wan mîna wecê mirovan bû. Û mîna porên pîreka porên wan hebûn û diranên wan mîna diranê şêran bûn. Û zirxên wan, zirxên mîna ji hesin ve hebûn û dengê bazikên wan mîna dengê gellek erebeyên hespan, yên ku dibezin şer bû. Û terî û derziyên wanî mîna yê dûpişkane hebûn û bi teriyên xwe xwediyê hêza ku dikarin pênc mehî xesarê bidin mirovan bûn. Û li serê wan, bi qiralbûnê milyaketê kûritiyên bêbinî hebû; navê wî bi Îbranîtî Abadon û bi Grekî Apolyon e. Wey a yekemîn derbas bû, a vay, li pey vêya hîn du weyên din tên! Û milyaketê şeşemîn li borîjenê xist û min ji çar qiloçên pêşkêşgeha zêrînî, ya ku li ber Xwedê ye dengekî bihîst; ji milyaketê şeşemîn ya borîjen di destê wî de ye re got: Çar milyaketên li cem çemê Ferata mezin ve girêdayîne veke! Û çar milyaketên bitûmî bona wê saetê û wê rojê û wê mehê û wê salê amade têne sekinandin, bona ku ji sisêyan yekê mirovan bikujin, hatin vekirin. Û hejmara artêşên siwaran, du carî deh hezar carî deh hezar bûn, min hejmara wan bihîst. Û bi vî awayî di xewn û xeyalê de, hespan û yên ku li wan siwar bûne, zirxên wanî mîna ji agir, yaqûtê mor û kewkurdê ve hebûn, dîtim; serê hespan mîna serê şêran bû û ji devê wan agir û dûh û kewkurd derdiketin. Ji sisiyê yekê mirovan, ji ber agir û dûh û kewkurda ku ji devê vana derdiketin, ji van sê asîwan ve hatin kuştin. Ji ber ku hêza hespan di dev û teriyê wan de ye û serê teriyên wanî mîna mara ye hene û bi vana ve xesarê didin. Û mayiyên mirovên ku bi van asîwan ve nehatine kuştin bona ku ji cinan re û ji pûtên darinî, zêr û zîv û tûnc û kevir in û nabînin, nabihîzin û nameşin re secde nekin, ji karên destên xwe ve tobe nekirin. Û ji qesasiyên xwe û sêrbaziyên xwe û ji zîna û dizî kirinên xwe tobe nekirin. Û min milyaketekî din, yê bihêz ji ezman ve dadikeve dît; xwe bi ewran ve pêça bû û keskesorek li ser serê wî hebû û wecê wî mîna rojê û lingên wî mîna sitûnên agir bûn. Û di destê wî de kitêbek biçûk, ya ku hatiye vekirin hebû û wî lingê xwe yî rastê avêt ser behrê û yê çepê jî avêt ser erdê û mîna gurmîniya şêran bi dengekî bilind bang kir û dema wî bang kir, heft gurmîniyên ezman bi dengê xwe bang kirin. Û dema heft gurmîniyên ezman bang kirin, xwestim ku binivîsim û ji ezman ve dengekî: Gotinên heft gurmîniyên ezman nenivîsîne, wan bi mohr bike! dibêje bihîstim. Û milyaketê ku min li ser behr û li ser erdê ve wî dît, destê xwe yî rastê ber bi ezman ve rakir û bona heqê yê ku ezman û yên li ezman in û erd û yên li erdê ne û behr û yên di behrê de ne afirandiye û yê bi abadîna abadînan ve dijî sond xwar û got: Êdî dê muhlet nebe. Lê belê di rojên dengê milyaketê heftan de, dema dê li borîjenê bixine, wekî ku ji qûlên xwe yî peyxamber ve mizgînî daye, dê raza Xwedê jî biçe serî. Û dengê ku min ji ezman ve bihîstibû, dîsa bi min re dest bi axaftinê kir û got: Here, kitêba biçûk ya vekirî, ya di destê milyaketê li ser behr û erdê de sekiniye bistîne! Û ez çûm cem milyaket û jê re gotim ku: Bila kitêba biçûk bide min! Û ji min re got: Bigire û vêya bixwe û dê di zikê te de tahliyek çê bike, lê belê di devê te de dê mîna hungiv şêrîn bibe. Û min kitêba biçûk ji destê milyaket girt û xwar û di devê min de mîna hungiv şêrîn bû. Lê belê dema min wê xwar, mahdê min tahl bû. Û wî ji min re got: Hewce ye ku, tu dîsa di derheqê gellek neteweyan û gelan û zimanan û qiralan de peyxambertiyê bikî! Û qamîşekî pîvanê ya mîna şivekê ye, ji min re hate dayîn û hate gotin: Rabe û Perestgeha Xwedê û pêşkêşgehê û yên li wir peristinê dikin bipîve! Lê belê hewşa Perestgehê ya derve berde û wir nepîve; ji ber ku wir, ji neteweyên ku bajarê pîroz dê çel û du meh bi lingên xwe ve bicûn re hate dayîn. Û ez ê hêzê bidim du şahdeyên xwe û wekî cilikan li xwe kirî, dê hezar û du sed û şêst rojî peyxambertiyê bikin. Vana du darên zeytûnê û du şimadankên li ber Xudanê dinê ve sekiniye ne. Û ger kesek bixwaze ku xesarê bide wan, ji devê wan agir dipejiqe û neyarên wan dixwe û diqedîne û ger kesek bixwaze ku xesarê bide wan, divê ew bi vî awayî bête kuştin. Rayedariya wan heye ku heta dema peyxambertiyê bikin, bona ku baran nebare dikarin ezmanê bigirin û xwediyê rayedariya avê vegerandina xwînê û çend cara bixwazin dikarin bi her cûreyê asîwê ve li rûyê erdê bixin. Û ger wexta wanî şahdeyiyê biqede, dê cenawirê ji kûritiyê bêbinî ve derkeve bi wan re cengê bike û wan bindest bike û bikuje. Û cesedên wan, bi nîşanî dê li rêya mezin ya bajarê mezin ku bi ruhanî, bi navê Sodom û Misirê ve tê binav kirin, bê raxistin; Xudanê wan jî li wê derê hatibû xaçkirin. Û mirovên ji her netewî û eşîretî û zimanî û gelan dê sê roj û nîv li cesedên wan binihêrin û destûrê nadin ku cesedên wan têxin goristanê. Û yên li ser rûyê erdê rûdinin, dê li ser wan kêfxweş bibin û cejnê bikin, xelatan ji hev û din re bişînin; ji ber ku van her du peyxamberan, eziyetê li yên ku li ser rûyê erdê rûdinin kiribûn. Û piştî sê roj û nîvê ji Xwedê ve ruhê jiyanê kete hundirê wan û rabûn ser pêlên xwe û tirsekî mezin ket ser yên ku wan dîtin. Û ji ezmanan ve ji wan re dengekî bilind yê ku dibêje: Derkevin ser vir! bihîstin. Û di ewr de hilkişiyan ezman û neyarên wan, wan dîtin. Û tam di wê saetê de, erdhejînek mezin bû û ji dehan yekê bajarê xera bû û di erdhejînê de heft hezar kes can dan û yên li paşê man, bi tirsek mezin ve ketin û Xwedayê ezmanan bilind kirin. Wey a duwemîn derbas bû; a vay, wey a sêwemîn bi lez tê! Û milyaketê heftemîn li borîjenê xist û bi gotina: Serweriya dinê bû ya Xudanê me û Mesîhê wî û dê ew ê bi abadîna abadînan ve serweriyê bajo! li ezman dengên bilind çêbûn. Û bîst û çar kalepîrên li ber Xwedê, li ser textên xwe rûniştibûn bi ser rû ve xwe avêtin erdê û ji Xwedê re peristin û gotin: Ya Xudan, Xwedayê ku şiyandarê her tiştî ye, yê ku heye û yê ku hebû; em ji te re şikir dikin; ji ber ku te qudreta xwe yî mezin hilgirt û dest bi ajotina serweriyê ve kir! Û neteweyan bi xezebê ve ketin û xezeba te hat û dema daraz kirina miriyan û dema bi xelat kirina peyxamber û pîrozên, dixwaze bila mezin û dixwaze jî bila biçûk be, yên ji navên te ve ditirsin û qûlên te ne û dema wêran kirina yên ku rûyê erdê wêran dikin hat! Û Perestgeha Xwedê ya li ezmana ye vebû û di Perestgeha wî de Sindoqa Peymana wî xuyanî bû û birûskan û dengan û gurmîniya ezmanan û erdhejîn û zîpikên mezin çêbûn. Û li ezman ve nîşanek mezin xuya bû: Pîrekek bi rojê ve pêçayiye û di binya lingên wê de heyv û li serê wê tacek ji donzdeh stêrkî ye hebû. Û ew bi ducanî bû û di nava janên zayinê de vedigevizî û diqêriya. Û li ezman, nîşanek din xuya bû: Û a vay, bi heft serî û bi deh qiloçî û di ser seriyên wî de heft tac hebûn, ejderhayek mezin û sor hebû. Û teriya wî ji sisêyan yekê sitêrkên ezmanan kaş dikir û wan avêt rûyê erdê. Û ejderha li ber pîreka ku li ber welidandinê ye, bona ku dema biwelidîne zarokê wê daqurtîne disekinî. Û wê lawekî, zarokekî mêr, yê ku dê hemû netewan bi darekî hesinî ve bajo anî dinê û zarokê wê hate girtin û birin cem Xwedê û cem texta wî. Û pîrek reviya çolê, li wir, bona ku hezar û du sed û şêst rojî li wê derê bête xwedî kirin, cîhekî wê, yê ji aliyê Xwedê ve hatiye amade kirin heye. Û li ezman şer çêbû: Mikaîl û milyaketên xwe, li dijî ejderha ve şer kirin. Û ejderha, bi milyaketên xwe ve li dijberî wan şer kirin, lê belê ew serfiraz nebûn û cîhên wanî li ezman êdî nehat dîtin. Û ejderhayê mezin, ew marê kevn ku hemûya dinê ji rê ve derdixist, yê bi navê Îblîs an jî Şeytan ve tê binav kirin û bi milyaketê xwe ve bi rûyê erdê ve hatin avêtin. Û min bihîst ku li ezman, dengekî bilind ûsa dibêje: Xelaskirina Xwedayê me û hêza wî û serweriya wî û rayedariya Mesîh niha hate cîh! Ji ber ku tawanbarkirê birayên me, yê ku wan li ber Xwedayê me bi roj û şev ve bi tawan xuya dikir, bi jêr ve hate avêtin. Û wan ji ber sedema xwîna Berxikê û ji ber sedema gotina şahdeyiya xwe ve wî mexlûb kirin û heta mirinê ji canê xwe hez nekirin! Bona vêya, ya ezmanno û yên di wan de rûdinin, kêfxweş bibin! Wey li erdê û behrê! Ji ber ku Îblîs bi zanebûna dema xwe yî kêm e, bi hêrsekî mezin ve daket ser we. Û dema ejderha dît ku bi rûyê erdê ve hatiye avêtin, dest bi bera dana pîreka ku zarokê nêr aniye dinê kir. Û bona ku ji ber mar ber ve çolê, ber ve cîhê xwe ve bifire, her du bazikên qertelê mezin, ji pîrekê re hate dayîn; di demekî û deman û nîv demê de li wê derê tête xwedî kirin. Û mar, bona pîrekê bi ber ava lehiyê ve bibe, ji devê xwe, li pey wê mîna çemekî av rijand. Û erd, ji pîrekê re alîkarî kir û erd devê xwe vekir û çemê ku mar ji devê xwe ve rijandiye daqurtand. Û ejderha li dijî pîrekê hêrs bû û bona ku bi kesên ji nîjada wê, paş ve maye û emirên Xwedê tînin cîh û di wan de şahdeyiya Îsa heye re şer bike çû. Û ez li ser qûma behrê sekinîm. Û min cenawirekî ji behrê ve derdikeve dît, deh qiloç û heft seriyê wî û li ser qiloçên wî deh heb tacên wî û li ser seriyên wî navên kufrê hebûn. Û cenawirê ku min dît, mîna parsekî bû û lingên wî mîna lingên hirçan û devê wî mîna devê şêran bû û ejderha, tevî hêz û texta xwe, rayedariyek mezin da wî. Û ji seriyên wî yekî mîna birînek mirinî stendîbe dîtim û birîna mirinê hate başkirin û hemûya dinê, li pey cenawir ve şaş û metal ma. Û wan bi ejderhayê rayedariyê daye cenawirê ve peristinê kirin û bi gotina: Ma qey ya mîna cenawir heye? Kî dikare bi wî re şer bike? ji cenawirê re peristîn. Û devekî gotinên bi quretî û kufiran bike û rayedariyek bi çel û du mehî bişuxulîne ji wî re hate dayîn. Û bona li dijî Xwedê kufir bike, bona kufiran ji navê wî û mala wî re, yanê, ji yên li ezman ve dijîn re bike, devê xwe vekir. Û ji wî re destûr hate dayîn ku, bikaribe li dijî pîrozan şer bike û wan bindest bike û ji wî re li ser her eşîr û her gel û her ziman û her neteweyan ve rayedarî hate dayîn. Û hemûyên li rûyê erdê ve dijîn û ji ava kirina dinê ve navê wan di kitêba jiyanê ya Berxê ku hatiye serjêkirin de nehatiye nivîsîn, dê ji wî re biperistin. Ger guhên kî hebe, bila bibihîzin! Ger mirovek bona bindestiyê be, ew dê here bindestiyê. Ger yekî bi şûr ve bikuje be, divê ew bi şûr ve bête kuştin. Sebir û baweriya pîrozan di vê de ye! Û min cenawirekî dinî ji erdê ve derdikeve dît û mîna berxikekî du qiloçê wî hebûn û mîna ejderha diaxifî. Û hemû rayedariya cenawirê yekemîn, li ber çavê wî dişuxulîne. Û bi rûyê erdê û heçî kesên li ser wê ve dijîn, ji cenawirê yekemîn, yê birîna wî yî mirinî baş bûye re dide secde kirin. Û li ber mirovan, mûcîzetên qasî ji ezman ve agir bibarîne rûyê erdê çê dike. Û ji yên ku li ser rûyê erdê rûdinin re, bona ji cenawirê ku pê re birîna şûr heye û jiya ye sûretekî çêbikin dibêje û ji ber sedema elametên ku bona li ber cenawir bête çêkirin jê re hatine dayîn, yên ku li rûyê erdê ve rûdinin ji rê ve çewt dike. Û bona ku hilma jiyanê bide senema cenawir, wî biaxifîne û bona hemûyên ku ji wî re peristinê nekin bide kuştin, qudret ji wî re hate dayîn. Û mohrek li ser destê rastê an jî eniya her kesê biçûk û mezin û dewlemend û xizan û azad û dîl ve dide xistin û xeynî kesên ku navê cenawir, an jî mohra hejmara navê wî nîşan dide bi wan re ye, tu kes nikare bikire, an jî bifiroşe. Hîkmet li vir e. Yên dikarin fêhm bikin, bila hejmara aidî cenawir e bihesibînin; ji ber ku hejmara mirovekî ye û hejmara wî şeş sed û şêst û şeş e. Û dîtim û a vay, Berxik li ser Çiyayê Siyonê sekiniye û tevî wî sed û çel û çar hezar kesê li ser eniya wan navê wî û navê Bavê wî hatiye nivîsandin hebûn. Û ji ezman dengekî mîna dengê gellek avan û mîna dengê gurminiya ezmanan ya mezin bihîstim û dengê ku bihîstim, mîna dengê çenkvanên ku li çenkên xwe dixînin bû. Û wan li ber text, li ber çar afirên zindî û kalepîran ve wekî qesideyekî nû bistirên û xeynî sed û çel û çar hezar kesên ku ji rûyê erdê ve hatine stendin, tu kes hînî wê qesîdê nabe. Yên ku xwe bi pîrekan ve bi leke nekirine vana ne; ji ber ku pak in. Vana, Berxik biçe ku, yên li pey wî diçin in. Bona ku ji Xwedê û Berxikê re bibin nûber, vana ji nav mirovan ve hatine stendin. Û di devê wan de derew nehat dîtin; ji ber ku ew li ber texta Xwedê bêqisûr in. Û min milyaketekî din, yê ku bona her gelî û nîjadî û zimanî û netewî mizgînî bike, di wî de Mizgîniya abadîn heye û di navenda ezmên de difire dît. Bi dengekî bilind digot: Ji Xwedê bitirsin û mezinahiyê bidin wî; ji ber ku saeta wî yî daraz kirinê hat û bi yê ezman û erd û behrê û çavkaniyên avê afirandiye ve biperistin! Û milyaketekî din, yê duwemîn, ji pey wî hat û got: Xera bû, Babîla mezin ya ku ji xemra zînaya xwe yî har bi hemû gelan ve da vexwarinê xera bû! Û milyaketekî din, yê sêwemîn, yê ji pey wan hat, bi dengekî bilind got: Ger kesek bi cenawir û bi senemekî di mînaka wî de yî biperiste û li ser eniya xwe, an jî li ser destê xwe mohra wî qebûl bike, dê ew jî ji xemra hêrsa Xwedê ya di kaseya xezeba wî de bi safî hatiye amade kirin vexwe û dê ji wî re, li berya Berxik û milyaketên pîroz ve bi agir û kewkurdê ve lêdan bê kirin. Û duhê lêdana ku dikişînin, heta abadîna abadînan didome û aramiya yên bi cenawir û bi senemê wî ve diperistin û mohra navê wî qebûl dikin, bi roj û şev nîne. Sebra pîrozên ku bi emirên Xwedê û baweriya Îsa ve digirin di vê de ye. Û min dengek ji ezman ve bihîst û ji min re got: Binivîsîne: Ji niha pê ve, xwezî li kesên bi aidbûna Xudan ve bimirin! Ruh dibêje: Belê, dê ji şuxlên xwe ve rawestin; ji ber ku dê kirinên wan li pey wan biçin. Û min dît û a vay, ewrekî sipî û yekî mîna lawê mirov li ser ewran rûniştî, di serê wî de tacekî zêrînî û di destê wî de oraqekî tûj hebû. Û milyaketekî dinî ji Perestgehê ve derket, ji yê li ser ewran ve rûniştiye re, bi dengekî bilind bang kir û got: Oraqa xwe dirêj bike û biçîne; ji ber ku saeta çinandinê hat; ji ber ku dexla erdê gîhaştiye! Û yê li ser ewran rûniştiye, oraqa xwe li ser erdê ve kil kir û dexla erdê hate çinandin. Û ji Perestgeha li ezman, milyaketekî din derket; oraqek wî yî tûj jî hebû. Û milyaketek dinî li ser agir ve rayedar e ji pêşkêşgehê derket û ji yê oraqa wî yî tûj heye re, bi dengekî bilind bang kir û got: Oraqa xwe yî tûj bişîne û tiriyên mêwê erdê bicivîne; ji ber ku tiriyên wê gîhaştin! Û milyaket oraqa xwe avêt ser erdê û tiriyên mêwa erdê berhev kir û avêt mahsera mezin ya hêrsa Xwedê. Û li derveyî bajêr di mahserê de hate pêlê kirin û ji mahserê, di dûrahiya hezar û şeş sed tîr avêtinê de, xwîn heta lixabê hespan bilind bû. Û min li ezman, nîşanekî dinî mezin û mirovan şaş dike dît: Heft milyaketên ku bi wan re heft belayên dawîn hene; ji ber ku hêrsa Xwedê bi wan ve diçe serî. Û bi agir ve tevlihev behrekî wekî ji camê be û yên ku cenawir û sûretê wî û hejmarê navê wî mexlûb kirine, wekî çenkên Xwedê di destên wan de be, li ser behra ku ji camê ye sekinîne dîtim. Û qesîda qûlê Xwedê Mûsa û qesîda Berxikê distirên û dibêjin: Ya Xudan, Xwedayê ku şiyandarê her tiştî ye! Karên te mezin û yên bi wan ve şaş dibin e. Ya qiralê pîrozan, rêyên te rast û bi dad in! Ya Xudan, ma kî ji te natirse û navê te bilind nake? Ji ber ku tenê tu pîroz î. Belê, dê hemû netewe werin û li ber te biperistin. Ji ber ku karên te yî bi dad, bi eşkeretî hatin dîtin! Û paşî vêya, min dît û a vay, Perestgeha li ezman, Çadira Şahdeyiyê vebû. Û heft milyaketê ku heft bela bi wan re hene, bi ketenê pak û dibiriqe û li sînga xwe şûtikên zêrînî girêdayî bûna xwe ve ji Perestgehê ve derketin. Û yekî ji çar afirên zindî, heft tasên zêrînî yên bi hêrsa Xwedayê bi abadîna abadînan ve dijî ve tijî, da heft milyaketan. Û Perestgeh bi duhê bilindahî û qudreta Xwedê ve tijî bû û heta ku heft belayên heft milyaketan qediya, kes nikarîbû biketa Perestgehê. Û min dengekî bilind ji Perestgehê bihîst ku, ji heft milyaketan re got: Herin û heft tasên bi hêrsa Xwedê ve tijî li ser rûyê erdê ve valakin! Û yê yekemîn çû û tasa xwe li ser rûyê erdê vala kir û li ser kesên ku mohra cenawir li wan e û bi pûtê di mînakiya wî de ye diperistin, birînên erjeng û êşê dide çêbûn. Û yê duwemîn tasa xwe valayî behrê kir û ew bû mîna xwîna miriyan û hemû zindiyên di nav behrê de ne mirin. Û yê sêwemîn tasa xwe valayî çem û çavkaniyên avê kir û vana vegeriyan xwînê. Û min bihîst milyaketê ku ji avan ve rayedar e got: Ya Xudanê Pîroz, yê ku heye û yê ku hebû, tu bi dad î; ji ber ku te wusa daraz kir! Ji ber ku wan xwîna pîrozan û peyxamberan rijandin û te bona vexwarinê xwînê da wan; ji ber ku vêya li xwe heq kirin! Û min bihîst ku yekî din ji pêşkêşgehê ve dibêje: Belê, ya Xudan, Xwedayê ku şiyandarê her tiştî ye, daraziyên te rast û bi dad in! Û yê çaremîn, tasa xwe valayî ser rojê kir û hêza bi agir ve qemirandina mirovan jê re hate dayîn. Û mirovan, bi germiyekî mezin qeliyan û wan ji navê Xwedayê ku serwerê van asîwan e re kufir kirin û tobe nekirin ku bilindahiyê bidin wî. Û yê pêncemîn, tasa xwe bi ser texta cenawir ve vala kir û serweriya wî tarî bû û wan ji êşê, zimanê xwe gez kirin. Û ji ber êş û birînên xwe ji Xwedayê ezman re kufir kirin û ji karên xwe tobe nekirin. Û yê şeşemîn, tasa xwe li ser çemê Ferata mezin ve vala kir û bona ku rêya qiralên ji rojhilatê ve tên amade bibe, avên wê ziwa bûn. Û min sê ruhê mindar, yên mîna beqan ji devê ejderha û ji devê cenawir û ji devê peyxamberê sexte ve derketin dît. Ji ber ku vana ruhên cinên mûcîzetan dikin in; bona cenga dê di roja mezin ya Xwedayê ku şiyandarê her tiştî ye de bibe, diçûn civandina hemû qiralên dinyayê. – A vay, ez mîna dizekî têm! Xwezî li kesê ku bona tazî nemîne û di şermezariyê de nemîne, hişyar dimînin û kincên xwe li ser xwe dihêlin! – Û wî ew li cîhê ku navê wê di zimanê Îbranî de Armagedon e, civand. Û yê heftemîn tasa xwe valayî ser hewayê kir û ji Perestgehê, ji textê; bi gotina: Bû! dengekî bilind derket. Û birûsk û deng û gurmîniyên ezman bûn û erdhejînek mezin çê bû; wusa ku, ji dema ku mirov li rûyê erdê ne ve, mîna wê, erdhejînek ewqas mezin çênebû. Û bajarê mezin bû sê parî û bajarên netewan têkçûn û bona ku, kaseya bi xemra bi hêrsa xezeba wî ve tijî jê re bête dayîn, Babîla mezin li ber Xwedê ve hate bîr anîn. Û her girave reviyan û çiya nehatin dîtin. Û ji ezman, li ser mirovan ve zîpikek mezin ya wekî di giraniya talantekî de be, bariya û mirovan ji ber asîwa zîpikê ji Xwedê re kufir kirin, ji ber ku asîwa wê zehf mezin bû. Û yekî ji heft milyaketên ku heft tasên wan hene, hat û bi min re axifî û got: Were! Ez ê cezayê ji fahîşeya li qeraxa avên mezin ve rûniştiye nîşanî te bidim. Qiralên erdê, bi wê re zinê kirin û yên li ser rûyê erdê dijîn, bi xemra zînaya wê ve serxweş bûn. Û wî min di Ruh de bir çolistanê û min li ser cenawirekî sor, yê ku heft serî û deh qiloçên wî hene û bi navên kufrê ve tijî ye, jinikekê siwarbûyî dît. Û pîrek, kincên erxewanî û sor li xwe kiribû û xwe bi zêr û kevirên bi qîmet û bi înciyan ve xemilandibû û di destê wê de kaseyek zêrînî ya bi tiştên erjeng û bi mindariyên zînaya xwe ve tijî hebû û li ser eniya wê, navek hatibû nivîsandin: RAZ, BABÎL A MEZIN, DAYÎKA FAHÎŞEYÊN Û ERJENGIYÊN DINÊ. Û min dît ku, pîrek bi xwîna pîrozan ve û bi xwîna şahidên Îsa ve serxweş bûye û dema min wê dît, ez ketim şaşiyek mezin. Û milyaket ji min re got: Çima tu şaş ma? Raza pîrekê û ya cenawirê bi heft serî û deh qiloçî ez ê ji te re bibêjim. Cenawirê ku tu dibînî, demekê hebû û niha tune ye û demek din dê ji kûritiyên bê binî ve derkeve û bi têkçûnê ve biçe. Û kesên li ser rûyê erdê rûdinin û navê wan cergî dinya ava bûye di kitêba jiyanê de nehatiye nivîsîn, dema cenawir bibînin, dê şaş bibin; ji ber ku ew demekê hebû û niha nîne û dê dîsa bibe. Bona fêhm kirina vêya hewce ji zaniyariyê heye! Heft serî, heft çiyayên ku pîrek li ser wan ve rûniştiye û heft qiral in. Û pênc heb ketin û yek disekine, yê din jî hîn nehatiye û dema bê, lazim e ku demekî kurt bimîne. Û cenawirê ku hebû, lê belê niha nîne, bi xwe jî yê heyştemîn e û dê ew ji heftan bibe yek û here têkçûnê. Û deh qiloçên ku tu dibînî, deh qiralên ku hîn qiraletiyê nestendine nin; lê belê vana, tevî cenawir mîna qiralan, dê bona saetekî rayedariyê bistînin. Ramanên vana yek in, hêzên xwe û rayedariyên xwe didin cenawir. Dê vana bi Berxikê re şer bikin û dê Berxik wan bindest bike; ji ber ku ew Xudanê xudanan, Qiralê qiralan e û yên bi wî re ne, yên ku hatine bang kirin, hatine bijartin û yên bi wî re dilsoz maye ne. Û wî ji min re got: Van avên ku tu dibînî, cîhê ku fahîşe lê rûniştiye, gelan û civakan û neteweyan û zimanan in. Û deh qiloçên ku te li ser cenawir dît, ew dê ji fahîşê ve bikerihin, wê perîşan bikin û tazî bihêlin û ew dê goştê wê bixwin û wê di agir de bişewitînin. Ji ber, heta ku gotinên Xwedê biçe serî, Xwedê kirina ramanê xwe û di yek ramanê de bûyînê û qiraletiya xwe bi cenawir ve dayînê xist dilê wan. Û ev pîreka ku tu dibînî, bajarê mezin yê li ser qiralên dinê qiraletiya wê heye ye. Û piştî vêya dîtim ku, milyaketek din yê ku xwediyê rayedariyên mezin e, ji ezman ve dadikeve û rûyê erdê, bi rewnaqiya wî ve ronahî bû. Û wî bi dengekî hêzdar bang kir û got: Xera bû, Babîla mezin xera bû û bû warê cinan û zîndana bi her tewrî ruhên xerab û bû sitargeha bi her tewrî civîkên mindar û erjeng in. Ji ber ku hemû neteweyan, ji xemra wê ya zînaya har vexwarin û qiralên dinê bi wê re zinê kirin û bazirganên dinê ji hêza sefaheta wê ve dewlemend bûn. Û min dengekî din ji ezmanan ve bihîst û got: Ya gelê min, bona ku hûn nebin şirîkê gunehên wê û rastî belayên ku tên ser wê neyên, ji wir derkevin! Ji ber ku gunehên wê gîhaştin ezman û Xwedê neheqiyên wê di bîra xwe de anî. Wê bi xwe çawa daye we, ûsa bidin wê û li gor karên wê bi du qatî ve bidinê! Û du qatê kaseya ku wê ji we re tijî kiriye, jê re tijî bikin! Qasî ku xwe bilind dikir û di sefahetê de dijiya, êş û keseran bidin wê! Ji ber ku di dilê xwe de dibêje: Ez bi qiralîçetî rûdinim û ez ne bî me û ez ê tu carî şînê negirim! Bo vê sedemê, dê asîwên wê, mirin û şîn û xela, di nava rojekê de bên û dê ew ê bi agir ve bête şewitandin; ji ber ku Xudan, Xwedayê ku wê daraz dike biqudret e. Û qiralên dinê yên ku bi wê re zinê û sefahetê kirine, dema duhê şewitandina wê bibînin, dê bona wê bigirîn û li xwe bixînin û bi tirsa êşa ku ew dikişîne, dê li dûr ve bisekinin û bibêjin: Wey, wey, bajarê mezin, bajarê xurt Babîl! Ji ber ku di nava saetekê de dawiya te hat! Û bazirganên dinê dê bona wê bigirîn û şînê bigirin; ji ber ku êdî tu kesê ku malên wan bistînin nîn in. Êdî tu kesê ku, zêran û zîvan û kevirên biqîmet û înciyan û ketena zirav û erxewanî û îpek û qumaşên mor û sor û bi her tewrî darên bi bêhn û bi her tewrî firaqên ji diranê fîlan û bi her tewrî malên ji darên bi herî buha û bi her tewrî malên ji tunc û hesin û mermer û darçîn û biharat û buxur û rûnê bêhnxweş û tutsî û xemr û zeyt û ardên hûr û genimê wê û gayan û pezan û hespan û erebeyan û beden û canê mirovan bikire nîne. Û mêwên ku canê te wan dixwest, ji destê te çûn û hemû malên te yî bi qîmet û çavê mirovan digire ji te tune bûn û tuyê êdî carekî din vana nebînî. Bazirganên van malana difirotin û yê ji wê dewlemend bûbûn, dê bi tirsa êşên ku ew dikişîne li dûr ve bisekinin û bigirîn û şînê bigirin. Dê bibêjin: Wey, wey! Bajarê mezin, yê ku bi ketenê zirav û bi erxewanî û sor û mor ve hatiye pêçandin û yê bi zêran û bi kevirên bi qîmet û bi înciyan ve hatiye xemilandin! Ji ber ku ev dewlemendiya ewqasî mezin, di nava saetekî de tune bû! Û serokê her keştiyê û rêwiyên wê û karkerên wê û hemû kesên jiyana xwe bi şuxla behrê ve didomînin û dema duhê agirê ku wê dişewitîne dîtin, li dûr ve sekinîn û bi gotina: Mînakekî dinî bajarê mezin gelo heye? qêriyan. Û wan axê bi ser serê xwe ve rijandin û bi girî û şîn girtinê ve qêriyan û gotin: Wey, wey, bajarê mezin! Hemû kesên di behrê de keştiyên wan hebûn, bi malên wê yî bi qîmet ve dewlemend bûbûn! Ji ber ku, ew di saetekê de wêran bû! Ya ezman û pîroz û şagirt û peyxamberan, li ser wê kêfxweş bibin; ji ber ku Xwedê wê daraz kir û mafê we ji wê stend! Û milyaketekî bihêz, kevirekî mezin yê wekî kevirê aşê be, rakir û bi gotina: Bajarê mezin, Babîl, dê bi avêtinekî ûsa bête avêtin û êdî tu carî neyê dîtin! wê avêt behrê. Û êdî dê di te de dengê kesên li çenkan dixin û murxan dixwînin û li bilûr û borîjenê ve dixinin, tu carî neyê bihîstin û êdî dê di te de tu hunermendê hunerekî neyê dîtin û êdî dê di te de tu carî dengê aşê neyê bihîstin. Û êdî di te de şewqa tu çirayî dê nebiriqe û êdî di te de tu carî dengê bûk û zava dê neyê bihîstin! Ji ber ku bazirganên te mezinên dinê bûn; ji ber ku hemû netewe, bi sêrbaziya te, ji rê ve derketibûn. Û xwîna peyxamberan û pîrozan û hemû kesên ku li ser rûyê erdê hatine serjêkirin di wê de hate dîtin. Û paşî vêya wekî ji ezmên ve dengekî bilind, yê civakekî mezin bihîstim û digotin: Halelûya! Xelaskarî û bilindahî û hêz mexsûsî Xwedayê me ye! Ji ber ku daraziyên wî rast in û rasteqîn in; ji ber ku wî, fahîşeya mezin, ya ku rûyê erdê bi zinêya xwe ve xera kir, daraz kir û tola xwîna qûlên xwe ji wê ve stend! Û wan dîsa gotin: Halelûya! Û dûmana wê dê heta bêdawiyan were. Û bîst û çar kalepîr û çar afirên zindî xwe avêtin erdê û ji Xwedayê li ser text ve rûniştiye re peristîn û gotin: Amîn! Halelûya! Û ji text ve dengek derket, got: Ya hemû qûlên wî û hemûyên ku ji wî ditirsin, yê biçûk û yê mezin, ji Xwedayê me re şikir bikin! Û wekî dengê civakekî mezin, dengekî mîna dengên pirr avan û mîna gurminiya ezman, ya bihêz be, bihîstim û digotin: Halelûya! Ji ber ku Xudan, Xwedayê me, şiyandarê her tiştî, serweriyê dajo! Em kêfxweş û bicoş bibin û wî bilind bikin! Ji ber ku daweta Berxikê hat û Jina wî xwe amade kir. Û ji bo ku li xwe ke kincên pak û dibiriqe, ji ketenê zirav e dan wê; ji ber ku ketena zirav, karên pîrozan yên bi dad in. Û wî ji min re got: Binivîse: Yên bona ziyafeta daweta Berxikê ve hatine bang kirin, çiqas dilxweş in! Û ji min re got: Vana gotinên rasteqîn yên Xwedê ne! Û bona ku jê re secde bikim, xwe avêtim lingên wî. Û wî ji min re got: Qet meke! Ez rêhevalê te yê xulam û yê birayên te me, yên ku şahdeyiya Îsa di wan de heye; ji Xwedê re secde bike! Ji ber ku şahdeyiya Îsa, ruhê peyxambertiyê ye. Û ezman vebûyî dîtim û a vay, hespekî sipî li wir sekiniye û ji yê ku li ser wê siwar bûye re: Dilsoz û Rasteqîn tête gotin û bi dadî daraziyê dide û cengê dike. Û çavên wî mîna agirekî pêt û pêt dişewite ye û di serê wî de, bi gellek hejmaran tac hene û li ser wî, navekî xeynî wî kes nizane hatiye nivîsandin heye. Û qeftanekî di xwînê de hatiye dakirin li xwe kiriye û ew bi navê: Gotina Xwedê tê bîr anîn. Û artêşên li ezman yên ketenê zirav yên paqij û sipî li xwe kirine, li hespên sipî siwar bûbûn û li pey wî dihatin. Û bona ku li netewan bixe, şûrekî tûj ji devê wî ve derdikeve û ew bi xwe, dê wan bi darekî hesinî bajo û cenderaya xemra xezeba bi agir ya Xwedayê ku hêza wî têra her tiştî dike, ew dê bi xwe bişidîne. Û li ser qeftan û qorikên wî, navê wî yî bi: QIRALÊ QIRALAN Û XUDANÊ XUDANAN hatiye nivîsandin hebû. Û min milyaketekî di rojê de disekine dît û bi dengekî bilind bang kir û ji hemû civîkên li nava ezman difirin re got: Bona xwarina goştên hemû qiralan û goştên fermandaran û goştên egîdan û goştên hespan û yên li ser wan siwar dibin û azad û dîl û mezin û biçûk û hemûyan, bicivin û werin ziyafeta Xwedê, ya mezin! Û min dît ku, cenawir û qiralên dinê û artêşên wan, bona bi yê ku li ser hespê siwar bûye û bi artêşa wî re cengê bikin, li cem hev civiyane. Û cenawir û peyxamberê sexte, yê ku li ber wî mûcîzetan dikir û bi mûcîzetan ve yên mohra cenawir radihiştin û bi sûretê wî ve diperistin ji rê derxistibû, hatin girtin; ev her du bi saxî bi gola agir, ya bi kewkurdê ve dişewite hatin avêtin. Û yên li paşê mayîne, bi şûrê ji devê yê li hespê siwar bûye derdikeve ve hatin kuştin û hemû civîk, ji goştên vana ve têr bûn. Û min dît ku milyaketek di destê wî de kilîda kuritiyên bêbinî û zincîrek mezin heye, ji ezman ve dadikeve. Û wî ejderha, ew marê kevn ku bi navê Îblîs û Şêytan tê binav kirin, girt û bona hezar salî ew girê da. Û bona heta hezar sal temam bibe, êdî neteweyan ji rê ve dernexe, wî avêt kuritiyên bêbinî, li wir girt û li ser wî bi mohr kir. Û piştî vêya, dê lazim e ku bona demekî kurt serbest bê berdan. Û min textan dît û ew li ser wan rûniştin û rayedariya daraz kirinê ji wan re hate dayîn û min canê kesên di oxra şahdeyiya Îsa û gotina Xwedê de serê wan hatine jêkirin, yên ku bi cenawir û senemê wî ve peristinê nekirine û li ser enî û destê xwe mohra wî nestendine dîtin û ew vejiyan û bi Mesîh re hezar salî serweriyê ajotin. Miriyên din, heta ku hezar sal temam nebe, ranebûn. Vejîna yekemîn ev e. Yên tevî vejîna yekem bûne, pîroz û dilxweş in! Tu rayedariya mirina duwemîn li ser vana nîne; lê belê dê ew bibin kahînên Xwedê û Mesîh û bi wî re hezar sal serweriyê bajon. Û dema hezar sal temam bibe, dê Îblîs ji zîndana ku hatiye avêtin bê berdan û bona neteweyên çar hawirdorê rûyê erdê, Gog û Magog ji rê ve derxe û wan bona şer li cem hev bicivîne, dê derkeve; hejmara wan mîna qûma behrê ye. Û derketin ser firehiya rûyê erdê û dorûbera artêşgeha pîrozan û bajarê xoşewîst girtin û agir ji ezmên ve, ji Xwedê ve daket û wan xwarin. Û Îblîsê ku wan ji rê derxistiye, bi gola agir û kewkurdê ve hate avêtin, ya ku cenawir û peyxamberê sexte tê de ne û roj û şev, dê bi abadîna abadînan ve lêdan li wan bê kirin. Textek mezin yê sipî û yê ku li ser wê rûniştiye dîtim; ji ber wî erd û ezman reviyan û ji bo wan cîhek nehat dîtin. Û min miriyan, yê mezin û yê biçûk, li ber text sekinîne dîtin û kitêb vebûn û kitêbek din, ya ku kitêba jiyanê ye vebû û bi tiştên di kitêban de nivîsandîne, ji miriyan re, li gor karên wan hate darazî kirin. Û behr, miriyên di xwe de ne, dan û mirin û warê miriyan miriyên di xwe de ne, dan û her yek, li gor karên xwe hatin daraz kirin. Û mirin û warê miriyan bi gola agir ve hatin avêtin. Gola agir, mirina duwemîn ev e. Û her kesê ku di kitêba jiyanê de nivîsandî nehate dîtin, hate avêtinî gola agir. Û min ezmanek nû û erdekî nû dît; ji ber ku ezmanê pêşîn û erdê pêşîn derbas bûn û êdî behr nîne. Û min dît ku bajarê pîroz, Orşelîma nû, mîna bûka ku xwe ji bo zavê amade kiriye û xemilandiye ji ezman, ji cem Xwedê ve daket. Û min ji textê ve dengekî geş bihîst: A vay, kona Xwedê digel mirovan e! Û ew dê bi xwe di nava wan de rûne û ew dê bibin gelên wî û dê Xwedê bi xwe bi wan re be, Xwedayê wan. Û dê Xwedê hemû hêstiran ji çavên wan ve paqij bike û êdî dê mirin tune be û êdî dê ne şîn hebin û ne girî û ne jî êş hebin; ji ber ku sazûmana berê ji navendê ve rabûye, digot. Û yê li ser text rûniştibû got: A vay, ez her tiştî nû dikim! Û wî ji min re got: Binivîse! Ji ber ku ev gotin ewledar û rast in! Û ji min re got: Bû! Alfa û Omega, destpêk û dawî ez im. Ez ê ji ava kaniya jiyanê ve bê berdêl bidim kesên ku tî bûne! Yê serdest bê, dê vana bi mêrasî bigire û ez ê ji wî re bibim Xwedê û ew ê ji min re bibe law. Lê belê, gava em bên kesên tirsok û bêbawerî û mekrûh û mêrkuj û zînekar û yên sêrbaz û senemperest û hemû derewçînan, cîhê wan gola agir ya bi kewkurdê ve dişewite ye; mirina duwemîn ev e. Û ji heft milyaketên ku bi wan re heft tasên bi heft asîwên dawîn ve tijî ne hene, yek hat, bi min re axifî û got: Were, ez Bûka ku dê ji Berxikê re bibe Jin nîşanî te bidim! Û min di Ruh de, bir çiyayekî mezin û bilind û bajarê mezin, Orşelîma pîroz, ya ji ezman, ji Xwedê ve dadikeve, nîşanî min da û di wê de rewnaqiya Xwedê hebû; nûra wê, mîna kevirekî zehf bi qîmet, mîna kevirê hêşînorkê ya wekî billûrê dibiriqe bû. Dîwarê wê yî mezin û bilind û donzdeh deriyên wê hebûn û di deriyan de donzdeh milyaket hebûn û navên ku li ser deriyan nivîsandîne hebûn; vana navên donzdeh eşîrên lawên Îsraêlê ne. Li rojhilatê sê derî û li bakurê sê derî û li başûrê sê derî û li rojavayê sê derî hebûn. Û donzdeh kevirên bingehê dîwarên bajêr û li ser wan, donzdeh navên şagirtên Berxikê hebûn. Û di destê yê ku bi min re diaxifî de, bona pîvana bajêr û deriyên wê, qamîşekî pîvanê ya zêrînî hebû. Û bajar çargoşe ye û dirêjiya wê qasî firehiya wê ye. Û wî bajêr bi pîvanê ve pîva û qasî donzdeh hezar tîr avêtinê bû; dirêjiya wê; firehiya wê û bilindahiya wê wek hev in. Û wî dîwarên wê pîva; li gor pîvana mirovan, yanê, li gor pîvana milyaket, sed û çel û çar arşinî bû. Û dîwarê wê ji hêşînorkê ve hatibûn çêkirin û bajar di zelaliya camê de, ji safî zêran ve hatibû çêkirin. Kevirê bingehên dîwarê bajêr, bi her tewrî kevirê biqîmet ve hatibû xemilandin; kevirê bingehê ya yekemîn hêşînork, ya duwemîn yaqûta şîn, ya sêwemîn eqîqa belek, ya çaremîn zimrûd, ya pêncemîn eqîqa sipî, ya şeşemîn eqîqa sor, ya heftemîn yaqûta zerînî, ya heyştemîn berîl, ya nehemîn yaqûta zer, ya dehemîn zumrida zerikî, ya yanzdehan yaqûta ezmanî û ya donzdehan yaqûta mor bû. Û donzdeh derî, donzdeh încî bûn; her yekî deriyan ji înciyekî hatibûn çêkirin û rêya bajêr ya mezin di zebloqiya camê de, safî ji zêran ve hatibû ava kirin. Û min di wê de Perestgeh nedît; ji ber ku Xudan, Xwedayê şiyandarê her tiştî û Berxik, Perestgeha wê ne. Û bona ronahiya bajêr hewceyî rojê, an jî heyvê nîne; ji ber ku rewnaqiya Xwedê wê ronî dike û Berxik çiraya wê ye. Û dê neteweyên ku xelas dibin, di ronahiya wê de bimeşin û dê qiralên dinê bilindahî û rûmeta xwe bînin nav wê. Û deriyên wê dê hemûya rojê qet neyên girtin; ji ber ku dê li wir şev nebe. Û dê rûmet û dewlemendiya netewan, bînin nav wê. Û ne yên rêze, an jî kesê pîsitiyê dike û derewan dibêje, lê tenê kesên ku navên wan di kitêba Berxikê, ya jiyanê de hatine nivîsandin dê têkevin wir. Û wî, çemê ava jiyanê ya ji texta Xwedê û Berxikê ve derdikeve û mîna billûrê zelal e, nîşanî min da. Û li her du aliyan di navbera rêya wê û çem de darê jiyanê ya her meh donzdeh tewr mêwan dide hebû û pelên darê bona şîfaya neteweyan in. Û êdî dê tu naletek nebe û texta Xwedê û Berxikê dê di nava wê de be û dê qûlên wî ji wî re xizmetê bikin û ew dê wecê wî bibînin û navê wî li ser eniya wan be. Û êdî dê şev çênebe û dê ne ji ronahiya çirayê û ne ji ronahiya rojê ve hewcetiya wan namîne; ji ber ku Xudan, Xwedê ji wan re bibe ronahî û ew dê bi abadîna abadînan ve serweriyê bajon. Û wî ji min re got: Ev gotinan ewledar û rast in û Xudanê, Xwedayê ruhên peyxamberan e, bona ku bûyerên di dema kurt de hewceye bibin nîşanî qûlên xwe bide, milyaketê xwe şand. Û a vay, ez zû têm! Xwezî li yê ku bi gotinên peyxamberî yên vê kitêba digire re be! Û yê ku van tiştana bihîstine û dîtine ez, Yûhena me. Û dema van tiştan bihîstim û dîtim, bona ku li ber lingên milyaketê ku van tiştan nîşanî min dane secde bikim, xwe avêtim xwarê. Û wî ji min re got: Tu carî meke! Ji ber ku ez rêhevalê te yê xulam û yê birayê te peyxamberan û yên ku bi gotinên vê kitêba digirin im; ji Xwedê re secde bike! Û wî ji min re got: Gotinên peyxamberî yê vê kitêbê bi mohr meke; ji ber ku dem nêzîk e! Yê ku xerabiyê dike, bila dîsa xerabiyê bike û yê ku mindar e, bila xwe dîsa mindar bike û yê ku rast e, bila dîsa rastiyê bike û yê ku pîroz e, bila dîsa pîroz bibe! A vay, ez zû têm û ji her kesî re, li gora mîna ku karên wan e, xelata min di destê min de ye. Alfa û Omega, yê yekemîn û dawîn, yê destpêk û dawî ez im. Xwezî ji kesên qeftanên xwe dişon û bi vî awayî heqê ji dara jiyanê xwarinê ve qezenc dikin û ji deriyan ve derbas dibin û dikevin bajarê re! Kûçik û sêrbaz û zînekar û mêrkuj û pûtperest û her kesên ku ji derewan hez dikin û dikin, li derve ne. Ez Îsa; bona Dêran, bona ku ji we re ji van tiştan re şahdeyiyê bike, milyaketê xwe şandim. Ez reh û nîjada Dawid û sitêrka sibehê ya dibiriqe me. Û Ruh û Bûk dibêjin: Were! Û bila yê bibihîze, bêje: Were! Û bila yê tî bûye were û yê bixwaze, bila ji ava jiyanê ve bê berdêl bistîne! Ez şahdeyiyê ji her kesê ku gotinên peyxambertiyê yên vê kitêbê bihîstine re dikim: Ger kesek tiştekî tevî vana bike, dê Xwedê asîwên di vê kitêbê de nivîsandîne, tevî wî bike û ger kesek tiştekî ji gotinên vê kitêba peyxambertiyê ve derxîne, dê Xwedê ji dara jiyanê û ji bajarê pîroz yên ku di vê kitêbê de nivîsandîne ve, para wî derxîne. Yê ku ji van tiştan re şahdeyiyê dike, dibêje: Belê, ez zû têm! Amîn! Were, ya Xudan Îsa! Bila xêra Xudan Îsa Mesîh, bi hemû pîrozan re be! Amîn.