Ev e rʼeqema rʼikʼinyata Îsa Mesîh, rʼikʼinyata Dawid, rʼikʼinyata Birahîm: Birahîmrʼa Îshaq bû, Îshaqrʼa Aqûb bû, Aqûbrʼa Cihûda û birava bûn, Cihûdarʼa Pêrês û Zera bûn, (navê dîya wan Tʼamar bû), Pêrêsrʼa Hesrûn bû, Hesrûnrʼa Rʼam bû, Rʼamrʼa Amînadav bû, Amînadavrʼa Nehşon bû, Nehşonrʼa Selmon bû, Selmonrʼa Bowaz bû, (navê dîya wî Rʼexab bû), Bowazrʼa Ovêd bû, (navê dîya wî Rʼûtʼ bû), Ovêdrʼa Yêşa bû û Yêşarʼa Dawid pʼadşa bû. Dawid pʼadşarʼa Silêman bû, (dîya wî berê kʼulfeta Ûrîya bû), Silêmanrʼa Rʼehobowam bû, Rʼehobowamrʼa Ebîya bû, Ebîyarʼa Asaf bû, Asafrʼa Yêhoşefat bû, Yêhoşefatrʼa Yoram bû, Yoramrʼa Ûzîya bû, Ûzîyarʼa Yotam bû, Yotamrʼa Ahaz bû, Ahazrʼa Hizqîya bû, Hizqîyarʼa Minaşe bû, Minaşerʼa Amos bû, Amosrʼa Yoşîya bû û Yoşîyarʼa Yexonîya û birava bûn. Wî çaxî cimeʼt sirgûn çû Babîlonê. Lê pey sirgûnçûyîna Babîlonêda, ji Yexonîyarʼa Şaltîyêl bû, Şaltîyêlrʼa Zerûbabel bû, Zerûbabelrʼa Abîyûd bû, Abîyûdrʼa Êlyaqîm bû, Êlyaqîmrʼa Azûr bû, Azûrrʼa Sadoq bû, Sadoqrʼa Axîn bû, Axînrʼa Êlyûd bû, Êlyûdrʼa Êlazar bû, Êlazarrʼa Metan bû, Metanrʼa Aqûb bû, Aqûbrʼa Ûsiv bû, mêrê Meryemê, ya ku Îsa ji wê welidî, ku Mesîh tê gotinê. Awa ji Birahîm hʼeta Dawid çardeh nisil derbaz bibûn, ji Dawid hʼeta sirgûnçûyîna Babîlonêda çardeh nisil û ji sirgûnçûyîna Babîlonêda hʼeta Mesîh dîsa çardeh nisil bûn. Bûyîna Îsa Mesîh bi vî tiherî bû. Meryema dîya Wî Ûsivrʼa nîşankirî bû, lê dergîstîya xweda Meryem bi hʼukumê Rʼuhʼê Pîroz hʼemle kʼifş bû. Lê Ûsivê dergîstîyê wê ku merivekî rʼast bû, nexwest wê rʼûrʼeş ke, fikirî ku dizîva wê berʼde. Çaxê Ûsiv hê ser vê yekê difikirî, va milyakʼetekî Xudan xewnêda wîva xuya bû û gotê: «Ûsivê kurʼê Dawid! Netirse, ku dergîstîya xwe Meryemê bistînî. Ewî ku wê ji wê bibe, ew ji Rʼuhʼê Pîroz e. Ewê kurʼekî bîne û tê navê Wî Îsa daynî, çimkî Ewê cimeʼta Xwe ji gunêd wan xilaz ke». Ev her tişt aha qewimî, wekî ew gotina Xudane bi zarê pʼêxember bê sêrî ku dibêje: «Va qîza bikʼir wê hʼemle be, kurʼekê jêrʼa bibe û navê Wî Îmmanûyêl wê daynin», ku tê feʼmkirinê: «Xwedê tʼevî me ye». Gava Ûsiv ji xewê hʼişyar bû, ewî li gora gotina milyakʼetê Xudan kir, dergîstîya xwe stand. Lê serê xwe wêrʼa danenî, hʼeta ku ew kurʼ jêrʼa bû. Û navê Wî Îsa danî. Gava Îsa Beytlehʼma Cihûstanêda, rʼojêd pʼadşatîya Hêrodesda bû, hingê çend steyrnas ji rʼohilatê hatine Orşelîmê û gotin: «Kʼanê Pʼadşê cihûyayî ku gerekê bibûya? Me steyrka Wî li rʼohilatê dît û em hatine, ku serê xwe li ber Wî daynin». Gava Hêrodes pʼadşa ev yek bihîst, tʼevîhev bû û tʼemamîya Orşelîmê jî pêrʼa. Hingê ewî hʼemû qanûnzanêd cimeʼtê û serekêd kʼahîna civandin û ji wan pirsî: «Kʼîderê gerekê Mesîh bibe?» Wana jêrʼa got: «Beytlehʼma Cihûstanêda, çimkî bi destê pʼêxembera aha nivîsar e: ‹Ya Beytlehʼma welatê Cihûda, tu li nav serwêrêd Cihûdayêda ne yê herî biçʼûk î, çimkî Serwêrekê ji te rʼabe, ku şivantîyê cimeʼta Min Îsraêlê bike› ». Hingê Hêrodes dizîva gazî steyrnasa kir û wextê xuyabûna steyrkê ji wan pê hʼesîya. Paşê ew şandine Beytlehʼmê û got: «Herʼin bona Kurʼik eʼseyî pê bihʼesin. Çaxê ku hûn Wî bibînin, minrʼa bêjin, ku ez jî bêm serê xwe li ber daynim». Gava wana ev tişt ji pʼadşê bihîst, çûn. Û va ye ew steyrka ku li rʼohilatê dîtibûn pêşîya wan çû, hʼeta ser wî cîyê kʼu Kurʼik lê bû sekinî. Gava wana ew steyrk dît, gelekî eşq û şa bûn, çûne hindurʼ, Kurʼik tʼevî dîya Wî Meryemê dîtin, li ber Wî deverʼû çûn, serê xwe li ber danîn û xiznêd xwe vekirin, pʼêşkʼêşêd zêrʼ, bixûrê eʼrebî û zimir dane Wî. Lê wan xewnêda eʼmir stand, ku venegerʼine cem Hêrodes, ew îdî rʼêke dinva çûne welatê xwe. Gava ku ew ji wir çûn, va milyakʼetekî Xudan xewnêda Ûsivva xuya bû û gotê: «Rʼabe Kurʼik û dîya Wî hilde birʼeve Misirê. Li wir bimîne hʼeta ku ez terʼa bêjim, çimkî Hêrodesê Kurʼik bigerʼe, ku Wî bikuje». Ûsiv jî rʼabû Kurʼik û dîya Wî hildan, şev çûne Misirê û hʼeta mirina Hêrodes ewana li wir man. Ev yek aha bû, ku ew gotina Xudane bi zarê pʼêxember hatibû gotinê bê sêrî: «Min ji Misirê gazî Kurʼê Xwe kir». Gava Hêrodes dît ku ew ji steyrnasa hate xapandinê, gelekî hêrs kʼet. Ewî eʼmir kir ku hʼemû zarʼokêd kurʼîne li Beytlehʼmê û dor-berê wê, yêd du salî û ji wan biçʼûktir hebûn, ku bêne kuştinê, li gora wî wextê ku ji steyrnasa pê hʼesîya bû. Hingê ew gotina bi zarê Yêremîya pʼêxember hate sêrî: «Ji Rʼamayê dengek hat, dengê girî û şîna giran, Rʼahêl bona zarʼokêd xwe digirîya û nedixwest ku ber dilada bên, çimkî îdî zarʼok nemabûn». Gava Hêrodes mir, va milyakʼetekî Xudan li Misirê xewnêda Ûsivva xuya bû û gotê: «Rʼabe, Kurʼik û dîya Wî hilde û herʼe welatê Îsraêlê, çimkî ewêd pey Kurʼik kʼetibûn ku bikuştana mirine». Ûsiv jî rʼabû, Kurʼik û dîya Wî hildan, vegerʼîyane welatê Îsraêlê. Lê gava Ûsiv bihîst wekî Arxêlayo dewsa bavê xwe, Hêrodes ser Cihûstanê bûye pʼadşa, tirsîya ku herʼe wir. Hingê xewnêda eʼmir stand, ku herʼe alîyê qeza Celîlê. Ew jî çûne bajarê ku jêrʼa Nisret digotin lê hêwirîn. Ev yek aha bû, ku ew gotina bi zarê pʼêxembera bê sêrî ku dibêje: «Ewê nisretî bê gotinê». Wan rʼojada Yûhʼennayê nixumdar rʼabû nava berʼîya Cihûstanê dannasîn kir û got: «Ji gunekirinê vegerʼin, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana nêzîk bûye». Yûhʼenna ew bû, bona kʼîjanî Îşaya pʼêxember gotibû: «Dengek berʼîyêda dike gazî: ‹Rʼîya Xudan hazir bikin û şiverʼîyêd Wî rʼast bikin›». Kʼincê Yûhʼenna ji pirʼçʼa devê bû û qayîşeke çʼerm li piştê bû. Xwarina wî jî kulî û hingivê çolê bû. Hingê cimeʼta Orşelîmê û tʼemamîya Cihûstanê û hʼemû alîyêd çʼemê Ûrdunê dihatine cem wî, gunêd xwe didane rʼûyê xwe û ji wî çʼemê Ûrdunêda dihatine nixumandinê. Gava Yûhʼenna dît ku ji fêrisî û sadûqîya jî gelek hatine wekî bêne nixumandinê, ewî gote wan: «Çʼêjikêd meʼra! Kʼê werʼa got, ku hûn ji xezeba tê birʼevin? De bi kirêd qenc bidine kʼifşê, ku hûn ji gunekirinê vegerʼîyane. Û nav xweda nefikirin nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye›. Ez werʼa dibêjim, ku Xwedê ji van kevira jî dikare zarʼa Birahîmrʼa derxe. Va ye bivir li ser rʼawê darê ye. Her dara ku berê qenc neyne, wê bê birʼînê û avîtinê nava êgir. Ez we bona gunevegerʼandinê bi avê dinixumînim, lê Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me çarixê Wî jî bigirime destê xwe. Ewê we pê Rʼuhʼê Pîroz û êgir binixumîne. Melhʼeba Wî destê Wîda ye. Ewê bêdera Xwe paqij ke, genimê Xwe bike eʼmbarê, lê kayê wê bi agirê ku natemire bişewitîne». Hingê Îsa ji Celîlê hate Ûrdunê, cem Yûhʼenna, ku ji wî bê nixumandinê. Lê Yûhʼenna bona vê yekê Wîrʼa qayl nedibû û gote Wî: «Ez hʼewce me ku bi destê Te bême nixumandinê û Tu têyî cem min?» Îsa lê vegerʼand û gotê: «Niha bihêle, çimkî li me dikʼeve ku em hʼemû rʼastîyê aha bînine sêrî». Paşê Yûhʼenna qayl bû. Hema çawa Îsa hate nixumandinê û ji avê derkʼet, nişkêva eʼzman vebûn û ewî dît ku Rʼuhʼê Xwedê mîna kevotkekê hate xwarê û ser Wî danî. Û va dengek ji eʼzmana hat: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku ez ji Wî rʼazî me». Hingê Rʼuhʼ Îsa bire berʼîyê, ku ji Mîrêcin bê cêrʼibandinê. Ewî çil rʼoj û çil şevî rʼojî girt, peyrʼa birʼçî bû. Yê ku dicêrʼibîne nêzîkî Wî bû û gotê: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, de bêje van kevira ku bibine nan». Lê Îsa lê vegerʼand û gotê: «Nivîsar e: ‹Însan tʼenê bi nên najî, lê bi her xebera ku ji devê Xwedê derdikʼeve› ». Hingê mîrêcin Ew bire Bajarê Pîroz, ser bilindcîya banê pʼaristgehê da sekinandinê û gote Wî: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, de Xwe bavêje xwarê, çimkî nivîsar e: ‹Xwedê wê tʼemîya Te bide milyakʼetêd Xwe û wê Te ser destê Xwe bigirin, wekî nigê Te kevir nekʼeve› ». Îsa gotê: «Ev jî nivîsar e: ‹Xudan Xwedêyê xwe necêrʼibîne› ». Hingê mîrêcin Ew bir rʼakire ser çʼîyakî gelekî bilind û hʼemû pʼadşatîyêd dinyayê, rʼewşa wanva nîşanî Wî dan û gote Wî: «Heger Tu deverʼûya bêyî, serê Xwe li ber min daynî, ezê van hʼemûya bidime Te». Hingê Îsa gotê: «Dûrî Min herʼe, cino! Çimkî nivîsar e: ‹Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tʼenê Wîrʼa xulamtîyê bike!› » Wî çaxî mîrêcin Ew hişt çû û va milyakʼet hatin jêrʼa berdestî kirin. Gava Îsa bihîst, wekî Yûhʼenna hate girtinê, Ew rʼabû çû Celîlê. Ewî Nisret hişt, çû Kefernahûma devê gola Celîlê, li nav sînorê Zebûlonê û Neftelîyê cî-war bû. Ev yek aha bû, ku ew gotina bi zarê Îşaya pʼêxember bê sêrî: «Welatê Zebûlonê û welatê Neftelîyê, li ser rʼîya berbi golê, wî alîyê Ûrdunê, Celîla necihûya, ew cimeʼta ku nav teʼrîstanîyêda rʼûniştibû, rʼonayîke mezin dît û ewêd ku li welat û sîya mirinêda rʼûniştibûn, rʼonayî ji wanarʼa derkʼet». Ji hingêva Îsa dest bi dannasînîyê kir û got: «Ji gunekirinê vegerʼin, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana nêzîk bûye». Çaxê Îsa li devê gola Celîlê digerʼîya, rʼastî du bira hat, Şimhʼûnê ku jêrʼa Petrûs dihate gotinê û Endrawisê birê wî. Wana tʼorʼ davîte golê, çimkî meʼsîgir bûn. Îsa wanarʼa got: «Pey Min werin, Ezê we bikime nêçʼîrvanêd meriva». Wana jî hema wê demê tʼorʼêd xwe hiştin û pey Wî çûn. Gava Îsa ji wî cîyî hinekî pêşda çû, rʼastî du birêd din jî hat, Aqûbê Zebedî û Yûhʼennayê birê wî. Wana tʼevî bavê xwe, Zebedî qeyikêda tʼorʼêd xwe hîvêz dikirin. Îsa gazî wan jî kir. Wana jî hema wê demê qeyik û bavê xwe hiştin û pey Wî çûn. Îsa li tʼemamîya Celîlê digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir û Mizgînîya Pʼadşatîyê dida û her cûrʼe êş û nexweşî jî ku nav cimeʼtêda hebûn qenc dikirin. Nav-dengê Wî li tʼemamîya Sûryayê bela bû, cimeʼtê her cûrʼe merivêd nexweş anîne cem Wî, yêd ku cûrʼe-cûrʼe êş û cefada bûn: Yêd cinakʼetî, hîvkʼetî, şilûşeʼt û Ewî ew hʼemû jî qenc kirin. Gelek eʼlalet jî ji Celîlê, ji qeza Dêkapolîsê, ji Orşelîmê, ji Cihûstanê û ji wî alîyê Ûrdunêyî rʼohilatê pey Wî diçûn. Çaxê Îsa eʼlalet dît, hilkʼişîya çʼîyê, rʼûnişt û şagirtêd Wî hatine cem Wî. Ewî dest bi hînkirina Xwe kir û wanrʼa got: «Xwezî li rʼuhʼfeqîra, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana ya wan e. Xwezî li hʼeznîya, çimkî ber dilêd wanda wê bê hatinê. Xwezî li şkestîya, çimkî eʼrdê pʼara wan be. Xwezî li wan, ku tʼî û birʼçîyê rʼastîqedandinê ne, çimkî ewê tʼêr bin. Xwezî li dilrʼeʼma, çimkî ewê rʼeʼmê bibînin. Xwezî li dilpaqija, çimkî ewê Xwedê bibînin. Xwezî li wan, ku eʼdilayîyê dikin, çimkî ewê zarʼêd Xwedê bêne hʼesabê. Xwezî li wan, ku bona rʼastîqedandinê têne zêrandinê, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana ya wan e. Xwezî li we, gava bona navê Min we bêhurmet kin, bizêrînin û her cûrʼe buxdan li we bikin. Eşq û şa bin, çimkî heqê we li eʼzmana gelek e. Bi vî cûrʼeyî pʼêxemberêd ku berî we hebûn, zêrandin. Hûn xwêya eʼrdê ne. Lê heger xwê teʼma xwe unda ke, paşê ewê bi çi teʼmê bistîne? Îdî wê kêrî tiştekî neyê. Wê bigirin bavêjine nav dest-pʼîya. Hûn rʼonaya dinyayê ne. Heger bajarek serê çʼîyê ye, nayê veşartinê. Kesek jî çʼirê vênaxe û nake binê firaqê, lê datîne ser pʼêçʼirê, ku rʼonayê bide hʼemûyêd ku malêda ne. Usa jî bira rʼonaya we ber meriva şewq bide, ku ewana kirinêd weye qenc bibînin û pesinê Bavê weyî eʼzmana bidin. Nefikirin ku Ez hatime nivîsarêd pʼêxembera û Qanûnê xirab kim. Ez nehatim ku xirab kim, lê wan hʼemûya bînime sêrî. Ez rʼast werʼa dibêjim, berî derbazbûna eʼrd û eʼzman, deqek yan jî hʼerfeke biçʼûk ji Qanûnê wê tʼu car unda nebe, hʼeta ku hʼemû bêne sêrî. Awa kʼî ji van tʼemîya yeke here biçʼûk xirab ke û meriva usa hîn ke, ewê Pʼadşatîya Eʼzmanada ji hʼemûya biçʼûktir bê hʼesabê. Lê kʼî ku wana pêk bîne û hîn bike, ewê Pʼadşatîya Eʼzmanada mezin bê hʼesabê. Lema Ez werʼa dibêjim, heger rʼastîya we ji rʼastîya qanûnzan û fêrisîya zêdetir nîbe, hûn tʼu car nakʼevine Pʼadşatîya Eʼzmana. We bihîstîye ku pêşîyarʼa hatîye gotinê: ‹Nekuje! Kʼî ku bikuje, dîwana wî wê bê kirinê›. Lê Ez werʼa dibêjim, kʼî ser birê xwe hêrs kʼeve, wê bibe deyndarê dîwanê û kʼî bêje birê xwe: ‹Bê aqil›, ewê bibe deyndarê dîwana civîna giregira û kʼî ku bêje: ‹Axmax›, wê bibe deyndarê agirê dojê. Awa heger tu hʼedîya xwe bînî ser gorîgehê û li wir bê bîra te, ku dilê birê te ji te maye, hʼedîya xwe wê derê li ber gorîgehê bihêle û pêşîyê herʼe birê xwerʼa li hev were û paşê were hʼedîya xwe bide. Çaxê neyarê te te kʼaşî cem hʼakim dike, rʼêda tʼevî wî zû li hev were. Heger na, ewê te bide destê hʼakim, hʼakimê jî te bide destê berdestîyê xwe û te bavêje kelê. Ez rʼast terʼa dibêjim, tu ji wir tʼu car dernakʼevî hʼeta polê paşin nedî. We bihîstîye ku hatîye gotinê: ‹Zinîyê neke›. Lê Ez werʼa dibêjim, kʼî bi temê xirab jinekê binihêrʼe, ewî dilê xweda îdî tʼevî wê zinêkʼarî kir. Awa heger çʼeʼvê teyî rʼastê te ji rʼê derdixe, wî derxe û ji xwe bavêje. Bona te hê qenc e ku endemekî te unda be, lê bedena te pêva nekʼeve ceʼnimê. Û heger destê teyî rʼastê te ji rʼê derdixe, wî jêke û bavêje. Terʼa hê qenc e ku endemekî te unda be, lê bedena te pêva nekʼeve ceʼnimê. Ev jî hatîye gotinê: ‹Kʼî kʼulfeta xwe berʼde, bira kʼaxaza jinberʼdanê bide wê›. Lê Ez werʼa dibêjim, kʼî ku bê sebebîya qavîyê jina xwe berʼde, ew dibe sebebê zinêkirina wê, heger dîsa ew mêr ke û kʼî ku yeke mêrberʼdayî bistîne, ew zinîyê dike. We ev jî bihîstîye ku pêşîyarʼa hatîye gotinê: ‹Derew sond nexwe û sondê xwe li ber Xudan bîne sêrî›. Lê Ez werʼa dibêjim, tʼu car sond nexwin, ne bi eʼzmên, çimkî ew tʼextê Xwedê ye, ne jî bi eʼrdê, çimkî ew cîyê bin pʼîyêd Wî ye, ne jî bi Orşelîmê, çimkî ew bajarê Pʼadşê mezin e û ne jî bi serê xwe sond bixwe, çimkî tu nikarî mûkî sipî kî yan rʼeş kî. Lê bira gotina we bibe ‹belê-belê› yan jî ‹na-na›. Ji vê zêdetir ji mîrêcin e. We bihîstîye ku hatîye gotinê: ‹Çʼeʼv ji ber çʼeʼvva, diran ji ber diranva›. Lê Ez werʼa dibêjim, miqabilî xiraba nesekinin. Heger yek şemaqekê li rʼûyê teyî rʼastê xe, yê din jî bide ber. Û heger yek te kʼaşî ber dîwanê ke û bixwaze kirasê te ji te bistîne, pʼotê xwe jî jêrʼa bihêle. Û heger yekî qulixêda zorê li te bike, wekî kîlomêtirekê te bibe, tʼevî wî duda herʼe. Bide wî, kʼî ji te dixwaze û berê xwe ji wî neguhêze, yê ku dixwaze ji te deyn bike. We bihîstîye ku hatîye gotinê: ‹Hevalê xwe hʼiz bike û bijene dijminê xwe›. Lê Ez werʼa dibêjim, dijminêd xwe hʼiz bikin û bona wan dua bikin, yêd ku we dizêrînin, wekî hûn bibine zarʼêd Bavê xweyî Eʼzmana. Çimkî Ew teʼva Xwe derdixe hin ser qenca, hin jî ser xiraba û baranê dibarîne hin ser rʼasta, hin jî ser nerʼasta. Heger hûn wan hʼiz bikin, kʼîjan ku we hʼiz dikin, hûnê çi heq bistînin? Ne xercgir jî usa dikin? Û heger hûn tʼenê silavê bidine birêd xwe, îdî hûn çi tiştî ji ewêd din zêdetir dikin? Ne pʼûtpʼarist jî usa dikin? Awa kʼamil bin, çawa ku Bavê weyî Eʼzmana kʼamil e. Haş ji xwe hebin, ku hûn qencîyêd xwe ber meriva nekin, wekî ji wan bêne kʼifşê. Yan na, hûn ji Bavê xweyî Eʼzmana heq nastînin. Awa çaxê tu xêra dikî, pêşîya xwe borʼîyê nexe, çawa durʼû kʼinîşt û kʼûçada dikin, wekî meriv pesinê wan bidin. Ez rʼast werʼa dibêjim, ku wana heqê xwe îdî standîye. Lê çaxê tu xêra dikî, bira destê çʼepê nizanibe destê rʼastê çi xêr kir, ku xêrêd te dizîva bin. Û Bavê teyî tiştêd ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te. Gava hûn dua dikin, mîna durʼûya nebin. Ew hʼiz dikin kʼinîşt û meydanada bisekinin dua bikin, ku ber meriva bêne kʼifşê. Ez rʼast werʼa dibêjim, îdî wana heqê xwe standîye. Lê çaxê tu dua dikî, bikʼeve oda xwe, derî li xwe bigire û Bavê xwerʼa ku nayê dîtinê duayê xwe bike. Û Bavê teyî tiştêd ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te. Gava ku hûn dua dikin, mîna pʼûtpʼarista pʼirʼxeber nebin. Wana tʼirê bona pʼirʼ xeberdana wan duayêd wanê bêne bihîstinê. Hûn mîna wan nebin, çimkî berî xwestina we, Bavê we zane çi werʼa lazim e. Lê hûn aha dua bikin: ‹Bavê meyî Eʼzmana! Navê Te pîroz be, Pʼadşatîya Te bê, eʼmirê Te be, çawa li eʼzmên, usa jî li ser eʼrdê. Nanê meyî rʼojê rʼoj bi rʼoj bide me. Deynêd me bibaxşîne, çawa ku em dibaxşînine deyndarêd xwe. Û me nebe cêrʼibandinê, lê me ji yê xirab xilaz ke, çimkî pʼadşatî, qewat û rʼûmet yêd Te ne, hʼeta-hʼetayê. Amîn ›. Heger hûn neheqîyêd merivaye hindava weda ku dikin bibaxşînin, Bavê weyî Eʼzmana jî wê we bibaxşîne. Lê heger hûn neheqîyêd meriva nebaxşînin, Bavê we jî neheqîyêd we nabaxşîne. Gava ku hûn rʼojî digirin, mîna durʼûya meʼdekirî nîbin. Ew meʼdê xwe dikin, wekî meriv bizanibin ku ew rʼojî ne. Ez rʼast werʼa dibêjim, ku wana heqê xwe standîye. Lê çaxê tu rʼojî digirî, serçʼeʼvê xwe bişo, serê xwe şe ke, wekî meriv nizanibin ku tu rʼojî yî, lê tʼenê Bavê teyî ku nayê dîtinê zanibe. Û Bavê teyî tiştêd ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te. Li ser dinê xiznê xwerʼa necivînin. Li vê derê zeng û bizûz xirab dikin û diz derevedikin didizin. Lê xiznê xwerʼa li eʼzmên bicivînin. Li wê derê zeng û bizûz xirab nakin û diz jî derevenakin nadizin. Çimkî xizna te kʼîderê be, dilê te jî wê li wê derê be. Çʼira bedenê çʼeʼv e. Heger çʼeʼvê te pʼak e, tʼemamîya bedena teyê rʼonayî be. Lê heger çʼeʼvê te xirab e, tʼemamîya bedena teyê teʼrî be. Awa heger ew rʼonaya ku nav teda ye teʼrî ye, teʼrî wê çiqas zêde be! Tʼu kes nikare du axarʼa xulamtîyê bike, çimkî yan wê hʼîlê wî ji yekî herʼe û yê dinê hʼiz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêrʼa, hin jî hebûkêrʼa xulamtîyê bikin. Lema ez werʼa dibêjim, bona eʼmirê xwe xema nekin, ku hûnê çi bixwin û çi vexwin, ne jî bona bedena xwe, ku hûnê çi li xwe kin. Ne eʼmir ji xwarinê qîmettir e û beden jî ji kʼinca? Dîna xwe bidine teyredêd eʼzmên. Ewana ne dirʼeşînin, ne didirûn û ne jî eʼmbarada dicivînin, lê Bavê weyî Eʼzmana rʼisqê wan digihîne. Ne hûn ji wan qîmettir in? Îdî ji we kʼî dikare bi xemêd xwe deqekê ser eʼmirê xweda zêde ke? Û bona kʼinca hûn çima xem dikin? Dîna xwe bidine sosinêd çolê, çawa şîn dibin, ne dixebitin û ne jî dirʼêsin. Lê ez werʼa dibêjim, ku Silêman jî li nava tʼemamîya wê xêr-xizna xweda mîna ji wan yekê xwe nekir. Heger gîhayê çolê, ku îro heye û sibê davêjine nava êgir, Xwedê usa dixemilîne, lê çiqas zêde wê li we ke, kêmbawerno? Îdî xem nekin û nebêjin: ‹Emê çi bixwin?› yan: ‹Çi vexwin?› yan jî: ‹Çi li xwe kin?› Pʼûtpʼarist li pey wan hʼemû tişta dikʼevin, lê Bavê weyî Eʼzmana zane ku hûn hʼewcê wan hʼemû tişta ne. Lê berê pêşin li Pʼadşatîya Xwedê bigerʼin û bikin ku rʼastîya Wî biqedînin û ew hʼemûyê werʼa bêne dayînê. Îdî bona rʼoja sibê xema nekin, çimkî rʼoja sibê wê bona xwe xema bike. Xemêd rʼojê besî wê ne. Loma nekin, ku lome li we nebin. Hûn çi loma bikin, ew lome jî wê li we bibin û hûn bi çi çapê bipîvin, bi wê çapê jî werʼa wê bê pîvanê. Tu çima qirşikê çʼeʼvê birê xweda dibînî, lê kʼêranê çʼeʼvê xweda nabînî? Yan jî çawa tu dikarî bêjî birê xwe: ‹Bihêle ku ez qirşik ji çʼeʼvê te derxim›, lê va ye kʼêran çʼeʼvê teda heye? Durʼû! Pêşîyê kʼêranê çʼeʼvê xwe derxe. Paşê tê qenc bibînî ku çawa qirşik ji çʼeʼvê birê xwe derxî. Tiştê buhurtî nedine sa û ne jî durʼêd xwe bavêjine ber beraza. Heger na, berazê wan bin nigêd xweda pʼêpes kin û seyê jî vegerʼin we bidirʼînin. Bixwazin hûnê bistînin, bigerʼin hûnê bibînin, derî xin wê ber we vebe. Çimkî kʼî ku dixwaze distîne, kʼî ku digerʼe dibîne û kʼî ku derî dixe ber vedibe. Ji we kʼîjan e ew meriv, ku kurʼê wî nan jê bixwaze, ew kevir bidê? Yan jî meʼsî bixwaze, ew meʼr bidê? Hûn ku xirab in, zanin tiştêd qenc bidine zarʼêd xwe, lê Bavê weyî Eʼzmana wê çiqas tiştêd qenc bide ewêd ku ji Wî dixwazin. Her çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanarʼa bikin. Ev e meʼna hînkirina Qanûnê û pʼêxembera. Derê tengrʼa bikʼevine hindurʼ, çimkî fire ye ew derî û ber e ew rʼîya ku dibe berbi undabûnê û gelek in ewêd ku wêda diçin. Lê gelekî teng e ew derî û zeʼmet e ew rʼîya ku dibe berbi jîyînê û hindik in ewêd ku wê rʼêyê dibînin. Hʼevza xwe ji pʼêxemberêd derew bikin. Ewê bi pʼostê pêz bêne cem we, lê hindurʼva gurêd pʼerʼanî ne. Hûnê wana ji berêd wan nas bikin. Gelo kesek ji stirîya tirîya diçine, yan jî ji dirʼîya hêjîra? Dara qenc berê qenc dide, lê dara xirab berê xirab dide. Dara qenc nikare berê xirab bide, ne jî dara xirab dikare berê qenc bide. Her dara ku berê qenc nade tê birʼîn û avîtinê nava agir. Awa hûnê wana ji kirêd wan nas bikin. Ne ku ewê Minrʼa dibêje: ‹Xudan! Xudan!› wê bikʼeve Pʼadşatîya Eʼzmana, lê ewê bikʼevê, yê ku eʼmirê Bavê Minî Eʼzmana diqedîne. Wê Rʼojê gelekê Minrʼa bêjin: ‹Xudan! Xudan! Ne me bi navê Te pʼêxembertî kirin û bi navê Te cin derxistin û bi navê Te gelek kʼeremet kirin?› Hingê Ezê aşkere wanrʼa bêjim: ‹Ji Min dûr kʼevin, neheqno! Min hûn tʼu car nas nekirine›. Awa kʼî ku van gotinêd Min dibihê û wan diqedîne, ew mîna merivekî serwaxt e, ku mala xwe ser kêvir çêkir. Baran barî, ba û lêyî rʼabûn, wê malê xistin, lê ew mal hilneşîya, çimkî hʼîmê wê ser kêvir bû. Lê kʼî ku van gotinêd Min dibihê û naqedîne, ew mîna merivekî bêfeʼm e, ku mala xwe ser qûmê çêkir. Baran barî, ba û lêyî rʼabûn, wê malê xistin û ew mal hilşîya, lap wêran bû çû». Gava Îsa ev gotinêd Xwe ser hevda anî, eʼlalet ser hînkirina Wî zendegirtî man, çimkî Ewî mîna yekî xweyîhʼukum ew hîn dikirin, ne ku mîna qanûnzanêd wan. Paşê Îsa ji çʼîyê hate xwarê, eʼlaleteke giran da pey Wî çû. Hingê yekî kʼotî hat xwe avîte ber Wî û gotê: «Xudan! Heger bixwazî, Tu dikarî min paqij kî ». Îsa destê Xwe dirêj kirê lê kʼet û gotê: «Ez dixwazim. Paqij be!» Û destxweda ew ji kʼotîbûnê paqij bû. Hingê Îsa jêrʼa got: «Binihêrʼe, tʼu kesîrʼa tiştekî nebêjî, lê herʼe xwe nîşanî kʼahîn ke û hʼedîya ku Mûsa tʼemî daye bide, wekî hʼemûyarʼa bibe şeʼdetî». Gava Îsa kʼete Kefernahûmê, sersedek hate cem Wî, hîvî jê kir û gotê: «Xudan, xulamê min şilûşeʼt malda pʼaldaye, gelekî cefê dibîne». Îsa gote wî: «Ezê bêm wî qenc kim». Sersed lê vegerʼand û gotê: «Xudan, ez ne hêja me ku Tu bêyî mala min. Lê tʼenê xeberekê bêje û xulamê minê bi wê xeberê qenc be. Ez xwexa jî merivekî bin hʼukumda me û bin destê minda jî esker hene. Ez yekîrʼa dibêjim: ‹Herʼe›, diçe, yekî dinrʼa dibêjim: ‹Were›, tê û xulamê xwerʼa dibêjim: ‹Vî tiştî bike›, dike». Gava Îsa ev yek bihîst, zendegirtî ma û gote ewêd ku pey wî diçûn: «Ez rʼast werʼa dibêjim, Îsraêlêda jî Min bawerîke aha yekîda nedîtîye. Ez werʼa dibêjim, ku gelekê ji rʼohilatê û ji rʼoavayê bên û şayîya Pʼadşatîya Eʼzmanada tʼevî Birahîm, Îshaq û Aqûb rʼûnên, lê zarʼêd Pʼadşatîyê wê bêne avîtinê teʼrîya derva. Li wir wê bibe girî û çʼirke-çʼirka dirana». Paşê Îsa sersedrʼa got: «Herʼe! Bira li gora bawerîya te terʼa be». Û wê demê xulamê wî qenc bû. Gava Îsa hate mala Petrûs, xwesîya wî tʼayêda pʼaldayî dît. Ewî destê Xwe da destê wê û tʼayê jê berʼda, rʼabû berdestî Wîrʼa kir. Gava rʼo çû ava, gelek cinakʼetî anîne cem Wî. Ewî bi xeberê rʼuhʼêd hʼeram derxistin û hʼemû nexweş qenc kirin. Ev aha bû, ku ew gotina bi zarê Îşaya pʼêxember bê sêrî, ku nivîsar e: «Ewî nexweşîyêd me hildan û êşêd me birin». Çaxê Îsa eʼlalet dora Xwe dît, eʼmir li şagirta kir ku herʼine wî berî golê. Hingê qanûnzanek nêzîkî Wî bû û gotê: «Dersdar! Tu kʼuda jî herʼî, ezê pey Te bêm». Îsa gote wî: «Rʼûvîyarʼa qul hene, teyredêd eʼzmênrʼa jî hêlîn, lê bona Kurʼê Mêriv cîk tʼune ku serê Xwe lê dayne». Şagirtekî Wî gotê: «Xudan! Îzinê bide min ku ez pêşîyê herʼim bavê xwe defin kim». Lê Îsa jêrʼa got: «Tu pey Min were. Bira mirî mirîyê xwe defin kin». Gava Îsa kʼete qeyikê, şagirtêd Wî tʼevî Wî çûn. Nişkêva firtoneke mezin li golê rʼabû, usa ku qeyik pêlada unda dibû. Lê Ew rʼazayî bû. Hingê şagirt nêzîkî Wî bûn, ew hʼişyar kirin û gotinê: «Xudan! Me xilaz ke! Em unda dibin!» Îsa gote wan: «Çima hûn usa tirsonek in kêmbawerno?» Wê demê rʼabû li bayê û golê hilat û hʼemû tişt seqirʼîn. Merivêd tʼevî Wî eʼcêbmayî man û gotin: «Ev kʼî ye, ku ba û gol jî êlimî Wî dibin?» Gava Îsa derbazî wî alîyê tʼopraxêd Gerdarînê bû, du cinakʼetî ji nav gorʼistana derkʼetin û rʼastî Wî hatin. Ew usa har bûn, ku kesek nikaribû wê rʼêrʼa derbaz bûya. Wana kire qîrʼîn û gotin: «Tu çi ji me dixwazî, Kurʼê Xwedê? Ji wext zûtir hatî cefê bidî me?» Ji wana wêdatir sûrîkî berazayî mezin diçʼêrîya. Cina rʼeca ji Wî kir û gotinê: «Heger Tu me derdixî, bihêle em herʼin bikʼevine nava sûrîyê beraza». Ewî gote wan: «Herʼin!» Ew jî derkʼetin çûn kʼetine nava beraza û ew sûrî pêva jorda rʼevî, xwe ji kendêlda avîtine golê û xeniqîn. Berazvan rʼevîn çûne bajêr, çi ku hatibû serê cinakʼetîya gotin. Hingê hʼemû merivêd bajêr derkʼetine pêşîya Îsa û gava Ew dîtin, rʼeca ji Wî kirin ku ji eʼrdê wan herʼe. Îsa kʼete qeyikê paşda vegerʼîya hate bajarê Xwe. Wê derê şilûşeʼtek nivînêda pʼaldayî anîne cem. Gava Îsa bawerîya wan dît, gote yê şilûşeʼt: «Lawo, ser xwe be! Gunêd te hatine baxşandinê». Hingê ji qanûnzana hinek nav xweda fikirîn: «Eva nigê Xwe Xwedêrʼa davêje». Fikirêd wan Îsava eʼyan bûn û got: «Hûn çima dilê xweda tiştê xirab difikirin? Kʼîjan rʼihʼet tê gotinê: ‹Gunêd te hatine baxşandinê›, yan ‹Rʼabe û bigerʼe›? Lê wekî hûn bizanibin ku hʼukumê Kurʼê Mêriv heye li ser dinê guna bibaxşîne», hingê gote yê şilûşeʼt: «Rʼabe nivîna xwe hilde, herʼe mala xwe!» Ew jî rʼabû çû mala xwe. Gava eʼlaletê ev yek dît, xofê ew girtin û şikirî dane Xwedê, ku ev hʼukum daye meriva. Îsa ji wir pêşda çû, yekî ku navê wî Metta bû li cîyê xerchildanê rʼûniştî dît û gotê: «Pey Min were». Ew jî rʼabû pey Îsa çû. Gava Îsa mala Mettada ser sifrê rʼûniştibû, gelek xercgir û gunekʼarêd din hatin tʼevî Îsa û şagirtêd Wî rʼûniştin. Çaxê fêrisîya ev yek dît, şagirtêd Wîrʼa gotin: «Çima Dersdarê we tʼevî xercgir û gunekʼara dixwe û vedixwe?» Lê gava Îsa ev yek bihîst wanarʼa got: «Saxlem ne hʼewcê hʼekîm in, lê nexweş. Herʼin meʼna van xebera hîn bin: ‹Ez rʼeʼmê dixwazim, ne ku qurbanê›. Ez nehatime gazî yêd rʼast kim, lê gazî gunekʼara». Hingê şagirtêd Yûhʼenna hatine cem Wî û gotinê: «Çima em û fêrisî gelek cara rʼojî digirin, lê şagirtêd Te rʼojî nagirin?» Îsa gote wan: «Qet dibe ku xwendîyêd deʼwatê şînê bikin, hʼeta ku zeʼva tʼevî wan e? Lê rʼojê bên, gava zeʼva ji wan bê hildanê, hingê wê rʼojî bigirin. Kesek pê pʼarçʼê nû kʼinca kevin pʼîne nake, çimkî pʼarçʼê kʼinca kevinva dirûtî wê zorê li kʼinca kevin bike û cîyê qelişî wê hê li ber hev herʼe. Ne jî şerava nû dikine meşkêd kevin. Heger usa be, meşkê bitʼeqin, şeravê birʼije û meşkê jî xirab bin. Lê şerava nû dikine meşkê nû û her du jî têne xweyîkirinê». Gava Îsa hê ev yeka wanarʼa digot, hema hingê serwêrek hat xwe avîte ber nigê Wî û gotê: «Qîza min hêja mirîye. Lê were destê xwe dayne ser wê û ewê bijî». Îsa rʼabû tʼevî şagirtêd Xwe da pey wî çû. Û va kʼulfeteke nexweş, ku donzdeh salêd wê bûn ser xûnê vebibû, piştêva hat û rʼîşîyêd kʼincê Îsa kʼet. Ewê nêta xweda danîbû: «Heger ez tʼenê kʼincê Wî kʼevim, ezê qenc bim». Îsa ser milê Xweva vegerʼîya ew dît û gotê: «Eʼvdê! Ser xwe be! Bawerîya te tu qenc kirî». Û wê demê ew kʼulfet qenc bû. Gava Îsa gihîşte mala serwêr, dîna Xwe dayê, wê qarʼe-qarʼa eʼlaletê ye û bilûrvan jî zelûlî lê dixin û gote wan: «Derkʼevin! Qîzik nemirîye, lê hênijîye». Wana qerfê xwe Pê dikirin. Lê gava cimeʼt derxistine derva, Îsa çû hindurʼ destê wê girt û qîzik rʼabû ser xwe. Eva deng-beʼsa tʼemamîya wî welatîda bela bû. Gava Îsa ji wir derkʼet çû, du merivêd kor dane pey Wî kirine qîrʼîn û gotin: «Kurʼê Dawid! Me were rʼeʼmê!» Gava ku gihîştine malê, ew her du kor hatine cem Wî. Îsa ji wan pirsî û got: «Hûn bawer dikin, ku Ez dikarim alî we bikim?» Wana got: «Belê Xudan». Hingê Îsa destê Xwe da çʼeʼvêd wan û got: «Li gora bawerîya we werʼa be». Wê demê çʼeʼvêd wan vebûn. Îsa hʼişk tʼemî li wan kir û got: «Haş ji xwe hebin, ku tʼu kes vê yekê nehʼese». Lê ew derkʼetin, tʼemamîya wî welatîda nav û dengê Wî bela kirin. Çaxê ewana derkʼetin çûn, hineka cinakʼetîkî lal anî cem Îsa. Gava Ewî cin derxist, yê lal xeber da. Eʼlalet eʼcêbmayî ma û got: «Li Îsraêlê jî tiştekî aha tʼu car neqewimîye». Lê fêrisîya got: «Ew bi hʼukumê serwêrê cina cina derdixe». Îsa hʼemû gund û bajara digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir, Mizgînîya Pʼadşatîyê dannasîn dikir û li nav cimeʼtê hʼemû cûrʼe nexweşî qenc dikirin. Gava Ewî eʼlalet dît, gunê Wî li wan hat, çimkî ewana mîna pezê bê şivan, berʼedayî û belabûyî bûn. Hingê Ewî şagirtêd Xwerʼa got: «Nandirûn gelek e, lê pʼale hindik in. Awa hîvî ji Xweyê dirûnê bikin, wekî pʼala nandirûna Xwerʼa bişîne». Îsa her donzdeh şagirt gazî cem Xwe kirin û hʼukum da wan ku rʼuhʼêd hʼeram derxin, hʼemû êş û nexweşîya jî qenc kin. Navê her donzdeh şandîya ev in: Yê pêşin Şimhʼûn, ku Petrûs tê gotinê û birê wî Endrawis, Aqûbê Zebedî û birê wî Yûhʼenna, Fîlîpo û Bertolomeyo, Tʼûma û Mettayê xercgir, Aqûbê Halfawo û Tedayo Şimhʼûnê welatpʼarist û Cihûdayê Îsxeryotî, ewê ku nemamîya Îsa kir. Îsa ev her donzdeh şandin, tʼemî li wan kir û got: «Neçine nava necihûya û nekʼevine bajarêd Sameryayê. Lê pêşîyê herʼine nav pezêd mala Îsraêlêye undabûyî. Gava hûn herʼin, dannasîn kin û bêjin: ‹Pʼadşatîya Eʼzmana nêzîk bûye›. Nexweşa qenc kin, mirîya sax kin, kʼotîya paqij kin, cina derxin. We bêheq standîye, bêheq jî bidin. Li ber pişta xweda tʼu tiştî hilnedin: Ne zêrʼ, ne zîv, ne sifir, ne tûrik bona rʼê, ne du dest kiras, ne çarix, ne şivdar, çimkî pʼale hêjayî rʼisqê xwe ye. Çi bajar yan gundê ku hûn bikʼevinê, maleke hêja bibînin û li wir bimînin, hʼeta ku hûn ji wir diçin. Gava hûn herʼine malê, silavê bidine wê û bêjin: ‹Eʼdilayî vê malêrʼa›. Û heger ew mal hêja ye, bira silava we li ser wê be, lê heger ne hêja ye, bira silava we li we vegerʼe. Lê kʼî ku we qebûl neke û guhdarîya xeberêd we neke, gava ku hûn ji wê malê, yan jî ji wî bajarî derdikʼevin, tʼoza nigêd xwe dawşînin. Ez rʼast werʼa dibêjim, Rʼoja Axretê hʼalê welatê Sodom û Gomorayê wê ji ya wî bajarî çêtir be. Va Ez we dişînim çawa pez nava gura. Îdî mîna meʼra serwaxt bin û mîna kevotka dilsax. Lê hʼevza xwe ji meriva bikin, ewê we bibine ber dîwana û kʼinîştêd xweda we bidine ber qamçîya. Rʼûyê Minda wê we bibine ber welîya û pʼadşa, ku hûn ber wan û necihûya şeʼdetîyê bidin. Lê çaxê we bibine ber dîwana, xem nekin ku hûnê çawa yan çi xeber din. Tiştêd ku hûnê xeber din, wê demê werʼa wê bê dayînê. Çimkî ne ku hûnê xeber din, lê Rʼuhʼê Bavê weyî ku nava weda ye wê xeber de. Bira wê birê xwe bide kuştinê, bavê jî kurʼê xwe û zarʼ jî wê himberî dê û bavê xwe rʼabin û wan bidine kuştinê. Bona navê Min hûnê ber çʼeʼvê hʼemûya rʼeş bin. Lê kʼî ku hʼeta xilazîyê teyax ke ewê xilaz be. Û gava nav vî bajarîda we bizêrînin, birʼevine bajarekî din. Ez rʼast werʼa dibêjim, hʼeta hatina Kurʼê Mêriv, hûn hʼemû bajarêd Îsraêlê pêrʼa nagihînin bigerʼin. Şagirt ji dersdarê xwe ne mestir e û ne jî xulam ji axayê xwe. Besî şagirt e, wekî mîna dersdarê xwe be û xulam jî mîna axayê xwe be. Heger malxê malêrʼa ‹Belzebûl› gotin, hingê neferêd wîrʼa wê çi bêjin? Awa îdî tʼu car ji meriva netirsin. Tiştekî dizîva tʼune ku derneyê û ne jî veşartî ku kʼifş nebe. Çi ku Ez teʼrîyêda werʼa dibêjim, ewî nav rʼonayêda bêjin û çi ku hûn guhada dibihên, ser bana bikine dengî. Û ji wan netirsin yêd ku bedenê dikujin, lê nikarin rʼuhʼ bikujin. Lê hûn ji Wî bitirsin, Yê ku dikare rʼuhʼ û bedenê ceʼnimêda unda ke. Ne du çʼivîk bi diravekî çarqurʼûşê têne firotanê? Lê yek jî ji wan bêyî eʼmirê Bavê we nakʼeve eʼrdê. Lê çi li we dikʼeve, her tʼêlekî pʼorʼêd serê we jimartî ne. Îdî netirsin. Hûn ji gelek çʼivîka qîmettir in. Kʼî ku Min ber meriva îqrar ke, Ezê jî wî ber Bavê Xweyî Eʼzmana îqrar kim. Lê kʼî ku Min ber meriva înkʼar ke, Ezê jî wî ber Bavê Xweyî Eʼzmana înkʼar kim. Nefikirin ku Ez hatime dinê eʼdilayîyê bînim. Ez nehatim eʼdilayîyê bînim, lê şûr. Çimkî Ez hatim kurʼ ji bavê, qîzê ji dê û bûkê ji xwesîyê biqetînim û dijminêd mêriv wê ji mala wî bin. Ewê ku bavê xwe yan dîya xwe ji Min zeʼftir hʼiz dike, ne hêjayî Min e. Ewê ku kurʼê xwe yan qîza xwe ji Min zeʼftir hʼiz dike, ne hêjayî Min e. Ewê ku xaçê xwe hilnade pey Min nayê, ew ne hêjayî Min e. Kʼî eʼmirê xwe bigerʼe, ewê unda ke, lê kʼî eʼmirê xwe bona Min unda ke, ewê bibîne. Ewê ku we qebûl dike, Min qebûl dike û ewê ku Min qebûl dike, Yê ku Ez şandime qebûl dike. Ewê ku pʼêxember qebûl dike çawa pʼêxember, wê heqê pʼêxember bistîne û ewê ku merivekî rʼast qebûl dike çawa merivê rʼast, wê heqê yêd rʼast bistîne. Û ewê ku tʼase ava sar jî dide yekî ji van biçʼûka, bona xatirê wê yekê ku ew şagirtê Min e, Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê tʼu car heqê xwe unda neke». Çaxê Îsa tʼemîyêd ku dane her donzdeh şagirtêd Xwe xilaz kirin, ji wî cîyî çû nav bajarêd wan, ku hîn ke û dannasîn ke. Gava Yûhʼenna kelêda bona şixulêd Mesîh bihîst, çend şagirtêd xwe şandine cem Wî û jê pirsîn: «Tu Ew î, Yê ku gerekê bihata, yan em hîvîya yekî din bin?» Îsa caba wan da û got: «Herʼin, çi ku hûn dibînin û dibihên Yûhʼennarʼa bêjin. Kor dibînin, seqet digerʼin, kʼotî paqij dibin, kerʼ dibihên, mirî rʼadibin û feqîrarʼa jî Mizgînî tê dayînê. Û xwezî li wî, ku ji Min pʼişk nabe». Gava ewana çûn, Îsa bona Yûhʼenna eʼlaletêrʼa destpêkir got: «Hûn derkʼetine berʼîyê çi bibînin? Qamîşekî ku ji bayê dihʼeje? Yan hûn derkʼetin çi bibînin? Merivekî kʼincê nazik li xwe kirî? Ne ewêd ku kʼincê nazik li xwe dikin, ew malêd pʼadşada ne? Yan hûn derkʼetin çi bibînin? Pʼêxemberekî? Belê ez werʼa dibêjim, ji pʼêxemberekî jî mestir e. Eva ew e, bona kʼîjanî nivîsar e: ‹Va ye Ezê qasidê Xwe pêşîya Teva bişînim. Ewê rʼîya Te pêşîya Teva hazir ke›. Ez rʼast werʼa dibêjim, ji nava ewêd ku ji kʼulfeta dinê kʼetine, tʼu kes ji Yûhʼennayê nixumdar mestir nebûye. Lê Pʼadşatîya Eʼzmanada yê herî biçʼûk ji wî mestir e. Ji rʼojêd Yûhʼennayê nixumdar hʼeta niha Pʼadşatîya Eʼzmana bi zorbetîyê tê hʼicûmkirinê û yêd zorbe dikin ku zeftî xwe kin. Çimkî hʼemû pʼêxembera û Qanûnê hʼeta Yûhʼenna bona Pʼadşatîya Eʼzmana şeʼdetî dan. Û heger hûn dixwazin vê yekê qebûl kin, ew e Êlyasê ku gerekê bihata. Guhê kʼê heye bira bibihê. Niha Ez vî nisilî mîna çi bişibînim? Ew mîna wan zarʼa ne, yêd ku bazarada rʼûniştî ne, gazî hevalêd xwe dikin û dibêjin: ‹Me bona we zurʼnê xist, hûn nerʼeqisîn û bona we beytʼ gotin, we şîn nekir›. Yûhʼenna hat, ne dixwar, ne vedixwar û digotin: ‹Cin wîda heye›. Kurʼê Mêriv hat, dixwe û vedixwe, bona Wî dibêjin: ‹Va Ew yekî pey xwarin û vexwarinê kʼetî ye, dostê xercgir û gunekʼara ye›. Lê serwaxtî bi eʼmelêd xwe kʼifş dibe ku ew rʼast e». Hingê Îsa destpêkir li wan bajara hilat, kʼîjanada gelek kʼeremetêd Wî qewimîbûn, çimkî ew ji gunekirinê venegerʼîyan. «Wey li te Xorazîn! Wey li te Beytsayda! Heger ew kʼeremetêd ku nava weda bûn, Sûr û Saydêda bibûna, ewanayê zûva bi kʼurx û kʼozîyê tʼobe bikirana. Lê Ez werʼa dibêjim, Rʼoja Axretê, hʼalê Sûrê û Saydê wê ji hʼalê we çêtir be. Û tu Kefernahûm, te tʼirê tê hʼeta eʼzman bilind bî? Lê tê hʼeta dîyarê mirîya herʼî xwarê! Heger ew kʼeremetêd ku nav teda qewimîn Sodomêda biqewimîyana, ewê hʼeta rʼoja îroyîn bima. Lê Ez werʼa dibêjim, Rʼoja Axretê hʼalê welatê Sodomê wê ji hʼalê te çêtir be». Hingê Îsa got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekirin. Belê Bavo, çimkî aha li Te xweş hat. Her tişt ji Bavê Min Minrʼa hatîye dayînê. Kesek Kurʼ nas nake pêştirî Bavê û kesek Bavê nas nake pêştirî Kurʼ û kʼîjanarʼa ku Kurʼ bixwaze wanva Bavê bide naskirinê. Werine cem Min hʼemûyêd westîyayî û bargiran û Ezê rʼihʼetîyê bidime we. Nîrê Min hildine ser xwe û ji Min hîn bin, çimkî Ez şkestî me û dilmilahîm im û hûnê xwerʼa rʼihʼetîyê bibînin. Çimkî nîrê Min rʼihʼet e û barê Min sivik e». Hingê Îsa rʼojeke şemîyê nava zevîyarʼa derbaz bû, şagirtêd Wî birʼçî bûn û destpêkirin simbilêd genim çinîn û xwarin. Gava fêrisîya ev yek dît, Wîrʼa gotin: «Hela binihêrʼe, şagirtêd Te tiştê necayîzî rʼoja şemîyê dikin». Îsa wanarʼa got: «We nexwendîye ku Dawid çi kir, gava ew û yêd pêrʼa birʼçî bûn? Ne ew kʼete Xana Xwedê û nanê Xwedêrʼa dayî xwar, ew nan ne wîrʼa cayîz bû bixwara, ne jî ewêd tʼevî wîrʼa, lê tʼenê kʼahînarʼa? Yan jî we Qanûnêda nexwendîye, ku kʼahîn rʼojêd şemîyê pʼaristgehêda şemîyê dihʼerʼimînin û dîsa bê sûc in? Lê Ez werʼa dibêjim, ku li vir Yekî ji pʼaristgehê mestir heye. Heger we zanibûya meʼna vê xeberê çi ye ku tê gotinê: ‹Ez rʼeʼmê dixwazim, ne ku qurbanê›, hingê weyê yêd bêsûc gunekʼar nekirana. Çimkî Kurʼê Mêriv Xudanê rʼoja şemîyê ye». Îsa ji wir rʼabû çû, hate kʼinîşta wan. Merivek li wir hebû, ku destê wî kʼişîyabû. Hineka dixwest ku xeyba Îsa bikirana, ji Wî pirsîn û gotinê: «Cayîz e ku meriv rʼoja şemîyê nexweşa qenc bikin?» Ewî jî wanarʼa got: «Ew ji we kʼî ye, ku pezeke wî hebe û rʼoja şemîyê bikʼeve çʼeʼlê, wê negire û dernexe? Lê însan çiqas ji pêz qîmettir e! Awa rʼoja şemîyê qencîkirin cayîz e». Hingê wî merivîrʼa got: «Destê xwe dirêj ke». Ewî jî dirêj kir û mîna destê din qenc bû. Lê fêrisî derkʼetine derva bona Îsa li hev şêwirîn ku çawa Wî bidine kuştinê. Û gava Îsa pê hʼesîya, ji wê derê çû, gelek eʼlalet jî pey Wî çû. Ewî hʼemû jî qenc kirin û tʼemî da wan ku bona Wî nekine dengî. Eva aha bû ku ew gotina bi zarê Îşaya pʼêxember bê sêrî: «Va ye xulamê Min, yê ku Min bijartîye û hʼizkirîyê Minî ku Min begem kirîye. Ezê Rʼuhʼê Xwe daynime ser Wî û Ewê miletarʼa heqîyê eʼlam ke. Ewê ne bikʼeve hʼucetê, ne bike qarʼe-qarʼ û ne jî yekê dengê Wî meydanada bibihê. Ew qamîşê pʼerçʼiqî hûr nake, pʼilta diçʼirûse vênasîne, hʼeta ku heqîyê bigihîne sêrî. Û hʼemû milet wê gumana xwe daynine ser navê Wî». Hingê cinakʼetîkî korî lal anîne cem Wî û Ewî ew qenc kir, usa ku ewî hin dît û hin jî xeber da. Û tʼemamîya eʼlaletê zendegirtî ma û got: «Gelo Ev e kurʼê Dawid?» Lê gava fêrisîya bihîst gotin: «Eva bi hʼukumê serwêrê cina Belzebûl cina derdixe». Lê nêtêd dilê wan Îsava eʼyan bûn û wanarʼa got: «Her pʼadşatîya ku nav wêda tʼifaq tʼunebe wê wêran be û her bajar yan mala ku li nava wêda tʼifaq tʼunebe ew namîne. Heger mîrêcin xwexa xwe derdixe, ku usa ye nava pʼadşatîya wîda bêtʼifaqî heye, îdî pʼadşatîya wî wê çawa bimîne? Heger Ez bi hʼukumê Belzebûl cina derdixim, lê yêd ku pey we tên bi çi derdixin? Wekî usa ye ewê bibine hʼakimêd we. Lê heger Ez bi hʼukumê Rʼuhʼê Xwedê cina derdixim, îdî Pʼadşatîya Xwedê gihîştîye we. Yan çawa yek dikare bikʼeve mala mêrxasekî û hebûka wî tʼalan ke, heger pêşîyê wî mêrxasî girênede? Gava girêda, hingê wê bikaribe mala wî tʼalan ke. Kʼî ku ne tʼevî Min e, miqabilî Min e û kʼî ku tʼevî Min tʼop nake, bela dike. Bona vê yekê Ez werʼa dibêjim, her gune û gotinêd xirab wê li meriva bêne baxşandinê, lê ewê ku gotineke xirab miqabilî Rʼuhʼ bêje, li wî nayê baxşandinê. Kʼî tiştekî miqabilî Kurʼê Mêriv bêje, wê bê baxşandinê, lê heger yek hindava Rʼuhʼê Pîrozda bêje, li wî nayê baxşandinê, ne vê dinê ne jî wê dinê. Heger dar qenc e, berê wê jî qenc e, heger dar xirab e, berê wê jî xirab e, çimkî dar ji berê xwe tê naskirinê. Çʼêjikêd meʼra! Hûn çawa dikarin qenc xeber din, heger hûn xirab in? Çimkî dil çiva tʼijî ye zar jî ewê dibêje. Merivê qenc, ji xizna xweye qenc qencîyê derdixe, lê merivê xirab, ji xizna xweye xirab xirabîyê derdixe. Ez werʼa dibêjim, Rʼoja Axretê meriv bona her xebereke pʼûçʼ ku xeber didin wê cabdar bin. Çimkî hûnê bi xeberêd xwe bêsûc bin û bi xeberêd xwe gunekʼar bin». Hingê hineka ji qanûnzan û fêrisîya Wîrʼa gotin: «Dersdar! Em dixwazin ku nîşanekê ji Te bibînin». Ewî li wan vegerʼand û got: «Nisilê xirab û xalifî nîşanekê dixwaze, lê jêrʼa nîşaneke din nayê dayînê pêştirî nîşana Ûnis pʼêxember. Çawa ku Ûnis sê rʼoj û sê şeva zikê hʼûtda ma, Kurʼê Mêriv jî usa wê sê rʼoj û sê şeva nava kʼûrayîya eʼrdêda bimîne. Merivêd Nînewayê wê Rʼoja Axretê rʼabin û vî nisilî neheq kin, çimkî ewana bi dannasînîya Ûnis ji gunekirinê vegerʼîyan û va Yekî ji Ûnis mestir li vir heye. Pʼadşa Başûrê Rʼoja Axretê wê rʼabe vî nisilî neheq ke, çimkî ewa ji serê dinê hat, ku serwaxtîya Silêman bibihê û va ye Yekî ji Silêman mestir li vir heye. Çaxê rʼuhʼê hʼeram ji mêriv dertê, cîyê bê av digerʼe ku rʼihʼetîyê bibîne. Lê gava nabîne, hingê ew dibêje: ‹Ez vegerʼime wê mala xweye ku jê derkʼetime›. Gava ew tê, dibîne wê mal vala, paqijkirî û hevdayî ye. Hingê diçe hʼeft cinêd dine ji xwe xirabtir jî tîne, dikʼevine wir dijîn. Û axirîya wî merivî ji pêşîyê xirabtir dibe. Usa jî wê bê serê vî nisilê xirab». Hê Ewî eʼlaletêrʼa xeber dida, va dîya Wî û birayêd Wî li derva sekinîn, dixwestin tʼevî Wî xeber dana. Yekî jêrʼa got: «Va dîya Te û birayêd Te derva ne û dixwazin tʼevî Te xeber din». Ewî jî li wî vegerʼand û gotê: «Kʼî ye dîya Min û kʼî ne birayêd Min?» Hingê destê Xwe dirêjî şagirtêd Xwe kir û got: «Va ne dê û birayêd Min! Çimkî kʼî ku xwestina Bavê Minî eʼzmana bîne sêrî, ew e birê Min, xûşka Min û dîya Min». Wê rʼojê Îsa ji malê derkʼet, li devê golê rʼûnişt. Û haqas eʼlalet hate cem Wî, ku Ew kʼerba kʼete qeyikê rʼûnişt û tʼemamîya eʼlaletê devê golê sekinî. Ewî gelek tişt bi mesela ew hîn kirin û got: «Tʼoximrʼeş rʼabû çû ku tʼoxim birʼeşîne. Gava dirʼeşand, hinek ji wan kʼetine devê rʼê, teyrede hatin û ew xwarin. Hinekêd din kʼetine ser eʼrdê kevirî, ku li wir xwelî kêm bû. Ew zû şîn bûn, çimkî telaşê xwelîyê ne kʼûr bû. Lê çaxê teʼv derkʼet, ew çʼilmisîn û çimkî rʼawêd wan tʼunebûn, hʼişk bûn. Hinekêd din kʼetine nava stirîya, stirî rʼabûn û ew xeniqandin. Lê hinekêd din jî kʼetine nava eʼrdê qenc û ber dan, yê sed, yê şêst û yê sî. Guhê kʼê heye bira bibihê!» Wê gavê şagirtêd Wî nêzîk bûnê û gotinê: «Çima bi mesela Tu wanarʼa xeber didî?» Ewî li wan vegerʼand û got: «Werʼa hatîye dayînê ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Eʼzmana bizanibin, lê wanarʼa nehatîye dayînê. Çimkî kʼêrʼa ku heye, wê hê lê zêde be û serda birʼije û kʼêrʼa ku tʼune, çi heye jî wê jê bê standinê. Ez bona wê yekê bi mesela wanrʼa xeber didim, ku ewana dinihêrʼin û nabînin, dibihên, lê guhê xwe nadine ser û feʼm nakin. Li ser wan pʼêxembertîya Îşaya tê sêrî ku dibêje: ‹Hûnê bibihên û guh bidinê, lê feʼm nekin, hûnê binihêrʼin û dîna xwe bidinê, lê nebînin. Çimkî eva cimeʼta serhʼişk e, bi guha giran dibihên û çʼeʼvêd xwe girtine, wekî bi çʼeʼva nebînin, bi guha nebihên û bi hʼiş feʼm nekin, venegerʼin, ku Ez wan qenc kim›. Lê xwezî li çʼeʼvêd we, ku dibînin û guhêd we, ku dibihên. Ez rʼast werʼa dibêjim, gelek pʼêxember û merivêd rʼast hʼizreta dîtina van tişta bûn çi ku hûn dibînin, lê nedîtin û bibihîstana çi ku hûn dibihên, lê nebihîstin. Niha hûn şirovekirina mesela tʼoximrʼeş bibihên. Her kesê ku xebera Pʼadşatîyê dibihê û feʼm nake, yê Xirab tê tʼoximê dilê wîda çandî dirʼevîne. Eva ew in ku devê rʼê hatine çandinê. Ewêd li eʼrdê kevirî hatine çandinê ew in, ku çaxê xeberê dibihên, ew zû bi eşq û şa qebûl dikin. Lê rʼaw ku nava wanda tʼunene, dirêj tʼaw nakin. Gava bona xeberê rʼastî tengasîya yan zêrandinê tên, ew zû ji rʼê dikʼevin. Ewêd li nava stirîyada hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên û xemêd vê dinyayê û derewêd dewletîyê xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin. Lê ewêd li nava eʼrdê qencda hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên, feʼm dikin û ber didin, hinek sed, hinek şêst û hinek sî». Îsa meseleke din jî wanarʼa pêşda anî û got: «Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Merivekî nav eʼrdê xweda tʼoximê qenc çand. Gava hʼemû rʼazayî bûn, dijminê wî hat û li nav genimda zîwan jî çand û çû. Gava genim gihîşt berê xwe da, hingê zîwan jî pêrʼa kʼifş bûn. Xulamêd xweyê eʼrdê nêzîkî wî bûn û gotinê: ‹Axayê me! Te nava eʼrdê xweda tʼoximê qenc neçand? Lê ev zîwan ji kʼu hatin?› Ewî li wan vegerʼand û got: ‹Dijminekî ev tişt kirîye›. Xulama jî gote wî: ‹Niha tu qayl î ku em herʼin wan rʼakin?› Ewî got: ‹Na, nebe çaxê hûn zîwanê rʼakin, gênim jî pêrʼa derxin. Bihêlin bira her du jî hevrʼa bigihîjin hʼeta rʼoja nandirûnê. Rʼoja nandirûnê ezê pʼalarʼa bêjim, pêşîyê zîwanê biçinin, gurʼz-gurʼz girêdin bona şewatê, lê gênim bikine eʼmbara min›». Meseleke din jî wanarʼa pêşda anî û got: «Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Merivekî hʼebeke tʼoximê xerdalê hilda, nav eʼrdê xweda çand. Ew ji hʼemû tʼoxima hûrtir e, lê gava digihîje, ji hʼemû pʼincarʼa mestir dibe û dibe dar, usa ku teyredêd eʼzmên tên hêlînêd xwe ser çʼiqilêd wê çêdikin». Îsa meseleke din jî wanarʼa got: «Pʼadşatîya Eʼzmana mîna hevîrtirʼşk e, ku kʼulfetekê hilda, nava sê kod arda stira, hʼeta ku hʼemû hilat». Îsa ev hʼemû tişt bi mesela eʼlaletêrʼa gotin û bê mesele tʼu tişt wanarʼa nedigot. Ev yek aha bû, ku ew gotina bi zarê pʼêxember bê sêrî: «Ezê bi mesela wanrʼa xeber dim, tiştêd ji wextê eʼfirandina dinyayêda veşartî gilî kim». Hingê Îsa eʼlalet hişt, hate mal. Şagirtêd Wî hatine cem Wî û gotinê: «Mesela genim û zîwanê merʼa şiroveke». Ewî li wan vegerʼand û got: «Ewê ku tʼoximê qenc çand, Kurʼê Mêriv e. Eʼrd dinya ye, tʼoximê qenc jî merivêd pʼara Pʼadşatîyê ne, lê zîwan merivêd pʼara yê Xirab in. Dijminê ku ew çand, mîrêcin e. Nandirûn axirîya dinyayê ye, pʼale jî milyakʼet in. Û çawa ku zîwanê tʼop dikin dişewitînin, axirîya vê dinyayê jî wê usa be. Kurʼê Mêriv wê milyakʼetêd Xwe bişîne û ewê ji Pʼadşatîya Wî hʼemûyêd ku merîya ji rʼê derdixin û neheqîyê dikin bibijêrin û bavêjine kʼûra agir. Li wir wê bibe girî û çʼirke-çʼirka dirana. Hingê merivêd rʼast wê Pʼadşatîya Bavê xweda mîna teʼvê şewq bidin. Guhê kʼê heye bira bibihê! Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Eʼrdekîda xizneke veşartî hebû. Merivek wê dibîne, vedişêre, şabûna diçe hʼemû hebûka xwe difiroşe û wî eʼrdî dikʼirʼe. Dîsa Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Merivekî bazirganî durʼêd rʼind digerʼe. Gava durʼekî pʼirʼ qîmet dibîne, diçe hʼemû hebûka xwe difiroşe û wî durʼî dikʼirʼe. Dîsa Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Tʼorʼek tê avîtinê nava beʼrê û hʼemû cûrʼe meʼsî dikʼevinê. Gava tʼorʼ tʼijî dibe, dikʼişînine devê beʼrê û rʼûdinîn meʼsîyêd kêr dibijêrin dikine derdana, lê yêd bêkêr wêda davêjin. Axirîya dinyayê jî wê usa be. Milyakʼetê derkʼevin xiraba ji nav qenca bibijêrin û bavêjine kʼûra agir. Li wir wê bibe girî û çʼirke-çʼirka dirana». Îsa ji wan pirsî: «We ev hʼemû tişt feʼm kirin?» Wana jêrʼa got: «Belê». Ewî jî wanarʼa got: «Bona vê yekê her qanûnzanek ku Pʼadşatîya Eʼzmana hîn bûye, mîna merivekî xweyîmilkʼ e, ku ji xizna xwe tiştêd kevin û nû derdixe». Gava Îsa ev mesele xilaz kirin, ji wir çû hate cî-miskʼenê Xwe, kʼinîşta wanda ew hîn dikirin. Ew jî zendegirtî diman û digotin: «Ev serwaxtî û qewata kʼeremeta ji kʼu gihîştîyê? Ne Ev kurʼê necar e? Ne navê dîya Wî Meryem e? Ne Aqûb, Ûsiv, Şimhʼûn û Cihûda birêd Wî ne? Ne hʼemû xûşkêd Wî cem me ne? Ev hʼemû tişt ji kʼu gihîştine Wî?» Bi vî awayî ew ji Wî çûn, lê Îsa wanarʼa got: «Pʼêxember tʼu cîyî ne bêqedir e, pêştirî mala xwe û cî-miskʼenê xweda». Ewî li wê derê gelek kʼeremet nekirin, çimkî bawerîya wan tʼunebû. Hingê Hêrodesê serwêrê Celîlê bona Îsa bihîst, xulamêd xwerʼa got: «Eva Yûhʼennayê nixumdar e ji nav mirîya rʼabûye. Lema jî pê wî kʼeremet têne kirinê». Çimkî Hêrodes Yûhʼenna girtibû girêdabû û avîtibû kelê, rʼûyê Hêrodîya jina Fîlîpoyê birê xweda. Çimkî Yûhʼenna Hêrodesrʼa çend cara gotibû: «Ne rʼast e ku tu Hêrodîyayê bistînî». Û Hêrodes jî dixwest ew bikuşta, lê ji cimeʼtê ditirsîya, çimkî cimeʼtê Yûhʼenna çawa pʼêxember qebûl dikir. Gava rʼoja bûyîna Hêrodes hat, qîza Hêrodîyayê şayîyêda bona wan rʼeqisî û dilê Hêrodes gelekî xweş hat. Ewî sond xwar û gote qîzikê: «Tu çi bixwazî ezê bidime te». Qîzik jî ji dîya xwe hatibû şîretkirinê û gotê: «Kʼa li vir, ser sinîyê serê Yûhʼennayê nixumdar bide min». Pʼadşa ber xwe kʼet, lê çimkî li ber tʼeglîfkirîya sond xwaribû, eʼmir kir ku xwestina wê bê dayînê. Ewî şand kelêda serê Yûhʼenna da lêxistinê û serê wî li ser sinîyê anîn dane keçʼikê. Keçʼikê jî dîya xwerʼa bir. Hingê şagirtêd wî hatin cinyazê wî hildan û ew defin kirin. Paşê çûn Îsarʼa gotin. Gava Îsa ev yek bihîst, ji wê derê bi qeyikê tʼenê çû cîkî xewle. Lê gava eʼlaletê bihîst, ji bajara peya pey Wî çûn. Çaxê Îsa ji qeyikê derkʼet û eʼlaleteke giran dît, hingê gunê Wî li wan hat û nexweşêd wan qenc kirin. Berê êvarê şagirtêd Wî hatine cem û gotinê: «Ev der cîkî xikî-xwelî ye, îdî dereng e. Îzina eʼlaletê bide ku herʼine gunda xwerʼa xurek bikʼirʼin». Lê Îsa wanarʼa got: «Ne hʼewce ye ku ew herʼin. Hûn xurek bidine wan». Wana lê vegerʼand û gotinê: «Li vir pêştirî pênc nan û du meʼsîya tiştekî meyî mayîn tʼune». Ewî wanarʼa got: «Wan nan û meʼsîya bînine cem Min». Îsa eʼmir kir ku eʼlalet li ser şînayîyê rʼûnên. Ewî her pênc nan û her du meʼsî hildan, berê Xwe eʼzmênda kir şikirî da û ew nan kerkirin. Paşê da şagirta, şagirta jî da eʼlaletê. Hʼemûya jî xwar tʼêr bûn û donzdeh sele jî tʼijî hûrikêd bermayî berev kirin. Ewêd ku xwarin, pêştirî jin û zarʼa weke pênc hʼezar mêrî bûn. Pêrʼa-pêrʼa Îsa pʼêyî ser şagirta kir, ku bikʼevine qeyikê û pêşîya Wî derbazî wî berî golê bin, hʼeta ku Xwexa eʼlaletê verʼêke. Çaxê Ewî eʼlalet verʼêkir, tʼenê rʼabû çû serê çʼîyê, ku dua bike. Gava rʼo çû ava, Ew li wira tʼenê bû, lê qeyik îdî ji devê golê dûr kʼetibû û nava pêlada bû, çimkî ba miqabilî wê bû. Qereberbangê Îsa ser golêrʼa peya diçû nêzîkî wan dibû. Lê gava şagirta dît ku Ew ser golêrʼa peya diçe, bizdîyan û gotine hev: «Ev xeyal e!» Û wana ji tirsa kire qîrʼîn. Lê Îsa wê demê deng da wan û got: «Ser xwe bin! Ez im! Netirsin!» Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Xudan, heger Tu yî, eʼmir ke ku ez ser avêrʼa bême cem Te». Îsa gotê: «Were!» Petrûs ji qeyikê peya bû, ser avêrʼa çû, ku herʼe cem Îsa. Lê çaxê ewî bayê qayîm dît tirsîya û îdî wê nuq bûya, kire qîrʼîn: «Xudan, min xilaz ke!» Wê demê Îsa destê Xwe dirêjî wî kir, ew girt û jêrʼa got: «Kêmbawero! Çima tu dudilî bûyî?» Çaxê kʼetine qeyikê, ba sekinî. Û ewêd qeyikêda serê xwe li ber Wî danîn û gotinê: «Rʼastî Tu Kurʼê Xwedê yî». Gava ew derbazî wî berî golê bûn, li alîyê Cênîsartêva gihîştine bejê. Binelîyêd wir Ew nas kirin, şandin tʼemamîya dor-bera, hʼemû nexweş anîne cem Wî. Wana hîvî jê dikir ku tʼenê rʼîşîyêd kʼincê Wî kʼevin. Û hʼemûyêd ku lê dikʼetin ji nexweşîyêd xwe qenc dibûn. Hingê fêrisî û qanûnzanêd Orşelîmê hatine cem Îsa û gotinê: «Çima şagirtêd Te pey rʼaw-rʼizimêd kal û bava naçin? Destneşûştî nan dixwin». Ewî li wan vegerʼand û got: «Lê hûn çima bona rʼaw-rʼizimêd xwe pey tʼemîyê Xwedê naçin? Çimkî Xwedê got: ‹Qedirê dê û bavê xwe bigire› û ‹Ewê ku gilîkî qolayî dê û bavê xwerʼa bêje gerekê bê kuştinê›. Lê hûn dibêjin: ‹Ewê ku dîya xwerʼa yan bavê xwerʼa bêje: Ew alîkʼarîya ku gerekê ji min bigihîje te ew Xwedêrʼa tê dayînê, îdî ji wî nakʼeve ku ew qedirê dê û bavê xwe bigire›. Bi vî awayî bona xatirê rʼaw-rʼizimêd xwe hûn xebera Xwedê dikine xwelî. Durʼûno! Îşaya bona we rʼast pʼêxembertî kirîye û gotîye: ‹Eva cimeʼta bi zarê xwe qedirê Min digire, lê dilê wan ji Min dûr e. Badîhewa Min dihʼebînin, tʼemîyêd meriva çawa qanûnêd Min cimeʼtê hîn dikin› ». Hingê Îsa eʼlalet gazî cem Xwe kir û gote wan: «Bibihên û feʼm bikin! Ne ku tiştê diçe dêv, ew meriva dihʼerʼimîne, lê çi ku ji dêv dertê, ew meriva dihʼerʼimîne». Hingê şagirtêd Wî hatin û gotine Wî: «Tu zanî gava fêrisîya ev xeber bihîst, dilê wan ma?» Ewî li wan vegerʼand û got: «Her dara ku Bavê Minî Eʼzmana daneçʼikandîye, wê ji kʼokêva bê rʼakirinê. Ji wan vegerʼin! Ewe kor in û rʼêberê kora ne. Heger kor rʼêberîyê kora bike, her duyê jî bikʼevine çʼeʼlê». Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Vê meselê merʼa şiroveke». Îsa got: «Hûn jî hela hê feʼm nakin? Çima hûn feʼm nakin, çi ku diçe dêv, derbazî nav-dil dibe û derdikʼeve derva? Lê ew tiştêd ku ji dêv dertên, ew ji dil dertên û hema ev in ku mêriv dihʼerʼimînin. Çimkî ji dil fikirêd xirab, kuştin, zinêkʼarî, qavî, dizî, derewî, buxdan dertên. Ev in ku meriva dihʼerʼimînin, lê destneşûştî nanxwarin meriva nahʼerʼimîne». Îsa rʼabû ji wê derê çû alîyê Sûr û Saydê. Û va kʼulfeteke kenanî ji wan dera hat, kire gazî û gote Wî: «Xudan, Kurʼê Dawid, min were rʼeʼmê. Qîza min cina dikʼeve, gelekî cefê dibîne». Lê Ewî caba wê neda. Şagirtêd Wî nêzîkî Wî bûn hîvî jê kirin û gotin: «Tiştekî bêje vê, bira dûrî me kʼeve, çimkî pey me kʼetîye dike qarʼe-qarʼ». Ewî cab da û got: «Ez tʼenê bona pezêd mala Îsraêlêye undabûyî hatime şandinê». Lê ew kʼulfeta hat xwe avîte nigê Wî û gotê: «Xudan, alî min bike!» Ewî li wê vegerʼand û gotê: «Ev ne rʼast e, wekî nanê ber zarʼa hildin û bavêjine ber sa». Ewê jî got: «Belê Xudan, ne se jî wan hûrikêd ku ji sifra xweyê wan dikʼevine eʼrdê dixwin?» Wî çaxî Îsa lê vegerʼand û gotê: «Eʼvdê, bawerîya te mezin e. Bira anegorî xwestina te terʼa be». Hema ji wê demê qîza wê qenc bû. Îsa ji wir çû ber gola Celîlê, rʼabû serê çʼîyê rʼûnişt. Eʼlaleteke giran hate cem Wî, ku tʼevî xwe gelek seqet, kor, lal, şilûşeʼt û nexweşêd mayîn anîbûn û avîtine ber pʼîyêd Îsa. Ewî jî ew qenc kirin. Gava eʼlaletê dît ku lala xeber dan, şilûşeʼt qenc bûn, seqet gerʼîyan û çʼeʼvê kora vebûn, zendegirtî man û pesinê navê Xwedêyê Îsraêlê dan. Îsa gazî şagirtêd Xwe kir û got: «Gunê Min vê eʼlaletê tê. Eva sê rʼoj e tʼevî Min e û tiştekî wanî xwarinê tʼune. Ez naxwazim wan birʼçî verʼêkim ku rʼêva dilê wan xweva herʼe». Şagirtêd Wî jêrʼa gotin: «Li vê berʼîyê emê ji kʼu haqas nan bînin, wekî evê eʼlaleta giran tʼêr kin?» Îsa wanarʼa got: «Çend nanê we hene?» Wana got: «Hʼeft nan û çend meʼsîyêd hûr». Îsa eʼmir kir ku eʼlalet ser eʼrdê rʼûnê. Ewî her hʼeft nan û ew meʼsî hildan şikirî da û kerkirin. Paşê dane şagirta, şagirta jî dane eʼlaletê. Hʼemûya jî tʼêr xwar û hʼeft zembîl jî tʼijî hûrikêd bermayî berev kirin. Ewêd ku xwarin, pêştirî jin û zarʼa, weke çar hʼezar mêrî bûn. Paşê Ewî eʼlalet verʼêkir, kʼete qeyikekê û hate sînorê Megedanê. Fêrisî û sadûqî hatine cem Wî ku Wî bicêrʼibînin û jê xwestin ku ji eʼzmana nîşanekê nîşanî wana ke. Ewî li wan vegerʼand û got: «Gava dibe êvar, hûn dibêjin: ‹Hewa wê xweş be, çimkî eʼzman sor bûye›. Lê serê sibehê dibêjin: ‹Îro hewa wê xweş nîbe, çimkî eʼzman xumam û sor e›. Hûn rʼûyê eʼzmên eʼnene dikin ku hewayê çawa be, lê nîşanêd zemana eʼnene nakin. Nisilê xirab û xalifî nîşanekê dixwaze, lê jêrʼa nîşaneke din nayê dayînê, pêştirî nîşana Ûnis pʼêxember». Û Ewî ew hiştin û çû. Gava şagirtêd wî derbazî wî alî bûn, bîr kirin xwerʼa nan hildana. Îsa wanarʼa got: «Miqatî xwe bin, hʼevza xwe ji hevîrtirʼşkê fêrisî û sadûqîya bikin». Lê ewana nav hevda xeber didan û digotin: «Nanê me tʼune, lema aha dibêje». Lê ev yek Îsava eʼyan bû û got: «Kêmbawerno! Hûn çima nav hevda xeber didin, ku nanê we tʼune? Hûn hê feʼm nakin? Nayê bîra we, çawa pênc nana tʼêra pênc hʼezar meriva kir û we çend sele bermayî hildan? Û hʼeft nana jî tʼêra çar hʼezar meriva kir û we çend zembîl bermayî hildan? Hûn çawa feʼm nakin, wekî Min bona nan werʼa negot? Lê bona wê yekê, ku hûn hʼevza xwe ji hevîrtirʼşkê fêrisî û sadûqîya bikin». Şagirta hingê feʼm kir, wekî Ewî bona hevîrtirʼşkê nan wanrʼa negot, ku hʼevza xwe bikin, lê ji hînkirina fêrisî û sadûqîya. Îsa çû alîyê Qeyserîya Fîlîpoyê û ji şagirtêd Xwe pirsî: «Bi tʼexmîna meriva Kurʼê Mêriv kʼî ye?» Wana got: «Hinek dibêjin ‹Yûhʼennayê nixumdar e›, hinekêd din dibêjin ‹Êlyas e›, lê hinekêd mayîn jî dibêjin ‹Yêremîya ye, yan jî yek ji pʼêxembera ye›». Ewî ji wan pirsî: «Lê hûn çi dibêjin? Bi tʼexmîna we Ez kʼî me?» Şimhʼûn-Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Tu Mesîh î, Kurʼê Xwedêyê sax». Îsa lê vegerʼand û gotê: «Xwezî li te, Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, çimkî xûn û goşt ev yek eʼyanî te nekirin, lê Bavê Minî eʼzmana. Ez terʼa dibêjim, ku tu Petrûs î, awa gotî qeyak î û li ser vî qeyayî Ezê civîna Xwe çêkim û qewata mirinê wê pê nikaribe. Û Ezê kʼilîtêd Pʼadşatîya Eʼzmana bidime destê te û çi ku tu li ser eʼrdê girêdî, eʼzmanada jî wê girêdayî be û çi ku tu li ser eʼrdê vekî, eʼzmanada jî wê vekirî be». Hingê Îsa tʼemî şagirtêd Xwe kir, wekî kesîrʼa nebêjin, ku Ew Mesîh e. Pey wê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwerʼa eʼyan kir ku gerekê Ew herʼe Orşelîmê, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada gelek cefa bikʼişîne û bê kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe. Lê Petrûs Ew da alîkî, lê hilat û gotê: «Dûrî hindava Te, Xudan! Ew tişt tʼu car li Te neqewime!» Îsa ser Petrûsda vegerʼîya û gotê: «Ji ber çʼeʼvê Min betavebe, Cino! Tu bona Min pʼişkbûn î, çimkî ew nêt-fikira te ne ji Xwedê ye, lê ji merivayê ye». Hingê Îsa şagirtêd Xwerʼa got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înkʼar ke, xaçê xwe hilde û li pey Min bê. Çimkî kʼî ku dixwaze eʼmirê xwe xilaz ke, ewê unda ke û kʼî ku eʼmirê xwe bona Min unda ke, ewê bibîne. Çi feyde heger meriv tʼemamîya dinyayê qazinc ke, lê eʼmirê xwe unda ke? Yan jî meriv çi dikare ber eʼmirê xweva bide? Çimkî Kurʼê Mêriv wê bi rʼûmeta Bavê Xwe tʼevî milyakʼetêd Xwe bê. Hingê wê anegorî eʼmelêd her kesî bide wan. Ez rʼast werʼa dibêjim, hinekêd li vir sekinî hene wê mirinê nebînin, hʼeta ku Kurʼê Mêriv bi Pʼadşatîya Xweva tê nebînin». Pey şeş rʼojarʼa Îsa tʼevî Xwe Petrûs, Aqûb û birê wî Yûhʼenna hildan û rʼakirine çʼîyakî bilind, li wir ew tʼenê bûn. Hingê rʼengê Wî li ber çʼeʼvê wan hate guhastinê. Rʼûyê Wî mîna teʼvê biriqî û kʼincêd Wî jî mîna nûrê çîl-qerqaş bûn. Nişkêva Mûsa û Êlyas wanva xuya bûn û tʼevî Wî xeber dan. Hingê Petrûs Îsarʼa got: «Xudan! Çawa rʼind e ku em vir in! Heger Tu bixwazî, ezê sê hʼolika li vê derê çêkim, yekê Terʼa, yekê Mûsarʼa, yekê jî Êlyasrʼa». Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼwrekî rʼonayî hat û ser wan kire sî, dengek ji eʼwr hat û got: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku Ez jê rʼazî me. Guhdarîya Wî bikin!» Gava şagirta ew deng bihîst, deverʼûya çûn û rʼisasê ew girtin. Lê Îsa nêzîkî wan bû, dest da wan û got: «Rʼabin, netirsin». Wana jî serê xwe bilind kir û pêştirî Îsa kesek nedîtin. Çaxê ji çʼîyê dihatine xwarê, Îsa tʼemî da wan û got: «Ew dîtina ku we dît kesîrʼa nebêjin, hʼeta ku Kurʼê Mêriv ji nav mirîya rʼanebe». Şagirtêd Wî jê pirsîn: «Lê çima qanûnzan dibêjin pêşîyê gerekê Êlyas bê?» Îsa li wan vegerʼand û got: «Rʼast e, pêşîyê Êlyasê bê û her tiştî wê dîsa bîne cî. Lê Ez werʼa dibêjim, ku Êlyas hatîye jî, lê ew nas nekirin û çawa ku xwestin, usa serê wî kirin. Wê usa jî serê Kurʼê Mêriv bikin». Hingê şagirta feʼm kir, ku bona Yûhʼennayê nixumdar wanarʼa got. Çaxê hatine cem eʼlaletê, merivek nêzîkî Îsa bû, ber çok da û gotê: «Xudan, li kurʼê min were rʼeʼmê! Ew hîvê dikʼeve û gelekî cefa dibîne. Carna dikʼeve nava agir û carna jî nava avê. Min ew anî cem şagirtêd Te, lê wana nikaribû ew qenc kira». Îsa got: «Nisilê nebawer û xalifî! Hʼeta kʼengê Ezê tʼevî we bim? Hʼeta kʼengê Ezê we sebir kim? Ewî bînine vir cem Min». Îsa lê hilat, cin jê derkʼet, kurʼik pêrʼa-pêrʼa qenc bû. Hingê şagirt tʼenê hatine cem Îsa û jê pirsîn: «Me çima nikaribû ew cin derxista?» Îsa gote wan: «Bona kêmbawerîya we. Ez rʼast werʼa dibêjim, heger bawerîya we weke hʼebeke tʼoximê xerdalê hebe, hûnê vî çʼîyayîrʼa bêjin: ‹Ji vir derbazî wî alî be!› û wê derbaz be. Û bona we tiştekî nebûyînê wê tʼunebe. Lê ev cisinê ha pê tiştekî din dernayê, pêştirî bi dua û bi rʼojîya». Gava şagirt Celîlêda civîyan, Îsa wanarʼa got: «Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê meriva, ewê Wî bikujin, lê rʼoja sisîya wê rʼabe». Û ewana gelekî ber xwe kʼetin. Çaxê ew hatine Kefernahûmê, xercgirêd duzîvê bona pʼaristgehê hatine cem Petrûs û gotinê: «Dersdarê we xercê duzîvê nade?» Ewî got: «Belê». Çaxê Petrûs hate malê, pêşîyê Îsa ji wî pirsî: «Şimhʼûn! Tu çawa tʼexmîn dikî? Pʼadşêd dinyayê xerc yan bac ji kʼê distînin, ji bajarvanêd xwe, yan ji xerîba?» Petrûs gotê: «Ji xerîba». Îsa gote wî: «Ku usa ye bajarvan aza ne. Lê wekî em van pʼişk nekin, herʼe golê şewkê bavêjê û meʼsîyê pêşin ku derdikʼeve, bigire devê wî veke û tê nalekî çarzîvê bibînî. Ewî hilde, dewsa Min û xwe bide wan». Wî çaxî şagirt hatine cem Îsa û gotinê: «Li nav Pʼadşatîya Eʼzmanada kʼî ye yê herî mezin?» Îsa zarʼokek gazî cem Xwe kir, ew nav wanda da sekinandinê û got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, heger hûn venegerʼin û nebine mîna zarʼoka, hûn tʼu car nakʼevine Pʼadşatîya Eʼzmana. Awa kʼî ku mîna vê zarʼokê xwe biçʼûk ke, ew e yê herî mezin Pʼadşatîya Eʼzmanada. Û kʼî ku zarʼokeke aha bi navê Min qebûl ke, ew Min qebûl dike. Lê kʼî ku ji van biçʼûka yekî, yê ku bawerîya xwe Min tîne ji rʼê derxe, wîrʼa hê qenc e, wekî beraşek stûyê wîva bê girêdanê û binê beʼrêda bixeniqe. Wey li dinyayê, bona ewêd ku meriva ji rʼê derdixin. Nabe ku ew tişt nebin, lê wey li wî ku meriv bi wî ji rʼê dikʼevin. Heger destê te yan nigê te, te ji rʼê derxe, wî jêke û ji xwe bavêje. Bona te hê qenc e ku tu qop yan seqet bikʼevî jîyînê, ne ku du dest yan du nigêd te hebin û bêyî avîtinê nava agirê hʼeta-hʼetayê. Û heger çʼeʼvê te, te ji rʼê derdixe, wî derxe û bavêje. Bona te hê qenc e ku tu bi çʼeʼvekî bikʼevî jîyînê, ne ku bi du çʼeʼva bêyî avîtinê nava agirê dojê. Haş ji xwe hebin ku hûn ji van biçʼûka yekî bêhurmet nekin, çimkî Ez werʼa dibêjim, ku milyakʼetêd wan li eʼzmana tʼimê rʼûyê Bavê Minî eʼzmana dibînin. Kurʼê Mêriv hat ku yê undabûyî bigerʼe û xilaz ke. Hûn çawa tʼexmîn dikin? Heger sed pezêd merivekî hebin û yek ji wan unda be, ewê nod neha nehêle çʼîya-banîya û neçe ku ya undabûyî bigerʼe? Lê gava bibîne, ez rʼast werʼa dibêjim, ewê bona wê hê gelekî şa be, ne ku bona nod nehêd dine ku unda nebûne. Usa jî Bavê weyî eʼzmana naxwaze ku ji van biçʼûka yek unda be. Heger birê te neheqîyê li te bike, gava tu û ew tʼenê ne, wî şîret ke. Heger ewî guhdarîya te kir, îdî te birê xwe qazinc kir. Lê heger guhdarîya te nekir, yekî yan duduyêd din jî tʼevî xwe hilde, wekî: ‹Bi devê du yan sê şeʼda her tişt îzbat be›. Lê heger ewî guhdarîya wan jî nekir, civînêrʼa bêje. Û heger guhdarîya civînê jî nekir, bira ew bona te bibe mîna pʼûtpʼarist û xercgira. Ez rʼast werʼa dibêjim, çi ku hûn ser eʼrdê girêdin, li eʼzmên jî wê girêdayî be û çi ku hûn li ser eʼrdê vekin, li eʼzmên jî wê vekirî be. Dîsa Ez rʼast werʼa dibêjim, heger dudu ji we li ser eʼrdê bi tʼifaq bona tiştekî dua bikin û bixwazin, Bavê Minî eʼzmana wê bide we. Çimkî kʼîderê du yan sê meriv bi navê Min bicivin, Ez li wir nava wanda me». Hingê Petrûs nêzîkî Wî bû û gotê: «Xudan. Gava birê min neheqîyê li min bike, gerekê ez çend cara bibaxşînimê, hʼeta hʼeft cara?» Îsa gote wî: «Ez nabêjime te hʼeta hʼeft cara, lê hʼeta hʼeftê cara hʼeft. Çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Pʼadşakî xwest tʼevî xulamêd xwe heq-hʼesabê xwe rʼast ke. Gava dest bi hʼesaba kir, yek anîne cem wî, ku dehe hʼezar telantî deyndarê wî bû. Lê çimkî nikaribû deynê xwe bida, xweyê wî eʼmir kir, ku ew, jina wî, zarʼêd wî û hʼemû hebûka wî bêne firotanê, ku deynê wî bê dayînê. Hingê xulam deverʼûya çû nigê wî, lava jê kir û got: ‹Li min sebir ke. Ezê hʼemû jî li te vegerʼînim›. Gunê xweyê wî li wî hat, ew berʼda û deynê wî jî baxşandê. Lê çaxê ew xulam derkʼet, rʼastî xulam-hevalekî xwe hat ku sed zîvî deyndarê wî bû, dest kire xeneqê û gotê: ‹Tu çiqasî deyndarê min î bide!› Hingê hevalê xulam xwe avîte nigê wî, jê lava kir û gotê: ‹Li min sebir ke. Ezê li te vegerʼînim›. Lê ewî guh neda wî, çû ew avîte kelê, hʼeta ku ew deynê xwe bide. Çaxê xulam-hevalêd wîye din ev yek dîtin, gelekî ber xwe kʼetin û çûn xweyê xwerʼa tiştêd ku qewimîbû gilî kirin. Hingê axayê wî gazî wî kir û gotê: ‹Xulamê xirab! Min hʼemû deynê te baxşande te, bona wê yekê ku te lava ji min kir. Lê ji te nedikʼet ku tu jî li xulam-hevalê xwe bihatayî rʼeʼmê çawa ku ez te hatime rʼeʼmê?› Û axayê wî hêrs kʼet, ew da destê zulmdarêd kelê, hʼeta ku hʼemû deynê xwe vegerʼîne. Usa jî Bavê Minî Eʼzmana wê li serê we her yekî bike, heger hûn bi dil nebaxşînine birê xwe». Çaxê ku Îsa ew xeber ser hevda anîn, ji Celîlê derkʼet hate sînorê Cihûstanê, wî alî çʼemê Ûrdunê. Gelek eʼlalet li pey Wî çûn û Ewî li wê derê ew qenc kirin. Ji fêrisîya hinek nêzîkî Wî bûn û bona cêrʼibandinê jê pirsîn: «Gelo li gora Qanûnê rʼast e, ku bona her meʼnîkê mêr jina xwe berʼde?» Ewî caba wan da û got: «We ne xwendîye, serê sêrîda Eʼfirandar ew ‹qisimê mêr û jinêda xuliqandin?› û got: ‹Bona vê yekê mêr wê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jinê bigire û her du wê bibine bedenek›. Awa îdî ew ne dudu ne, lê bedenek in. Bona vê yekê ewêd ku Xwedê kirine yek, bira meriv ji hevdu neqetîne». Wana jêrʼa got: «Lê çima Mûsa tʼemî kir, ku mêr kʼaxaza jinberʼdanê bide jinê û wê berʼde?» Ewî li wan vegerʼand û got: «Mûsa ji dest serhʼişkîya we îzin da we ku hûn jinêd xwe berʼdin. Lê serîda ne usa bû. Ez werʼa dibêjim, kʼî ku bê sebebîya qavîyê jina xwe berʼde û yeke din bistîne, ew zinêkʼarîyê dike ». Şagirtêd Wî jêrʼa gotin: «Heger nav jin û mêrda tiştekî aha heye, hê qenc e wekî qet nezewicin». Îsa wanrʼa got: «Her kesîrʼa ev yek dest nade, lê tʼenê wanrʼa kʼîjanarʼa hatîye dayînê. Çimkî nemêr hene, ku ji zikmakîyêda usa bûne û nemêr jî hene, ku ji destê meriva bûne nemêr û nemêr jî hene, ku bona Pʼadşatîya Eʼzmana wana xwe nemêr kirin. Kʼêrʼa ev yek dest dide, bira usa jî bike». Hingê zarʼok anîne cem Îsa, ku destêd Xwe dayne ser wan û dua li wan bike. Lê şagirtêd Wî li yêd danîn hilatin. Îsa got: «Bira ew zarʼok bêne cem Min, pêşîya wan negirin, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana pʼara yêd usa ye». Û Îsa destêd Xwe danîne ser wan û ji wir çû. Hingê yek nêzîkî Wî bû û gotê: «Dersdar! Ez çi qencîyê bikim, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê war bim?» Ewî jêrʼa got: «Tu çima bona qencîyê ji Min dipirsî? Tʼenê Yekî qenc heye. Lê heger tu dixwazî, bikʼevî jîyîna hʼeta-hʼetayê, tʼemîyêd Xwedê xwey ke». Ewî ji Îsa pirsî: «Kʼîjan in?» Îsa gotê: «Nekuje, zinêkʼarîyê neke, nedize, şeʼdetîya derew nede, qedirê dê û bavê xwe bigire û hevalê xwe weke xwe hʼiz bike ». Xort jêrʼa got: «Min ev hʼemû xweyî kirine. Îdî çi kêmasîya min heye?» Îsa gotê: «Heger tu dixwazî kʼamil bî, herʼe hebûka xwe bifiroşe bide feqîra, hingê xizna te wê li eʼzmana hebe. Û pey min were». Gava xort ev xeber bihîstin, ber xwe kʼet û çû, çimkî gelek hebûka wî hebû. Hingê Îsa gote şagirtêd Xwe: «Ez rʼast werʼa dibêjim, dewletîyarʼa zeʼmet e ku bikʼevine Pʼadşatîya Eʼzmana. Ez dîsa werʼa dibêjim, deve wê qula derzîyêrʼa hê rʼihʼet derbaz be, ne ku dewletî bikʼeve Pʼadşatîya Xwedê». Gava şagirta ev yek bihîst, gelekî eʼcêbmayî man û gotin: «Îdî kʼî dikare xilaz be?» Îsa li wan nihêrʼî û got: «Ew tişt ji destê mêriv nayê, lê Xwedê her tiştî dikare bike». Wê gavê Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Awa me hʼemû tişt hiştîye û pey te hatine, lê axirîya me wê çawa be?» Îsa gote wan: «Ez rʼast werʼa dibêjim, gava Kurʼê Mêriv Dinya Nûda li ser tʼextê Xweyî rʼûmet rʼûnê, hûnêd ku li pey Min tên, ser donzdeh kʼursîya rʼûnên û dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin. Û hʼemûyêd ku mala xwe, yan birêd xwe, yan xûşkêd xwe, yan bavê xwe, yan dîya xwe, yan jina xwe, yan zarʼêd xwe, yan eʼrdêd xwe bona navê Min hiştine, ewê sed qat bistîne û wê jîyîna hʼeta-hʼetayê jî war be. Lê gelekêd pêş wê bibine paş û yêd paş wê bibine pêş». «Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Merivekî xweyîmilkʼ sibehê zû rʼabû, wekî bona rʼezê tirîyêd xwe pʼala bigire. Ewî pʼalarʼa rʼojê zîvek qirar kir û ew şandine nava rʼezê xwe. Nêzîkî sihʼeta neha derkʼet, hinekêd dine ku bazarêda betal sekinîbûn dîtin û gote wan: ‹Hûn jî herʼine nava rʼezê min û çi heqê we ye, ezê bidime we›. Ew jî çûn. Dîsa sihʼeta donzdeha û sihʼeta sisîya derkʼet û usa kir. Û nêzîkî sihʼeta pênca derkʼet, hinekêd din jî ku betal sekinîbûn dîtin û gote wan: ‹Çima tʼemamîya rʼojê hûn li vir betal sekinîne?› Wana jêrʼa got: ‹Kesekî em pʼale negirtin›. Ewî wanarʼa got: ‹Hûn jî herʼine nava rʼezê min›. Gava rʼo çû ava, xweyê rʼez wekʼîlê mala xwerʼa got: ‹Gazî pʼala ke, heqê wan bidê, ji yêd paşin destpêbike hʼeta yêd pêşin›. Ew pʼalêd ku sihʼeta pênca girtibûn, hatin û her yekî zîvek stand. Gava yêd pêşin jî hatin, wana tʼirê ewê zêde bistînin. Lê wana jî her yekî zîvek stand. Gava heqê xwe standin, hindava xweyê rʼezda bîna xwe teng kirin û gotin: ‹Me tʼemamîya giranîya rʼojê û germa wê kʼişand, lê evêd paşwextîyê ku hatin sihʼetekê jî nexebitîn, te ew himberî me kirin›. Malxê ji wan yekîrʼa got: ‹Heval! Ez neheqîyê li te nakim. Tu minrʼa zîvekî qayl nebûyî? Heqê xwe bistîne û herʼe. Ez dixwazim çawa ku min da te, usa jî bidime evê paşin. Yan îzina min li ser malê min tʼune, çi ku ez bixwazim wê jî bikim? Yan tu hʼevsûdîyê dikî, ku ez merʼd im?› Bi vî awayî yêd paş wê bibine pêş û yêd pêş wê bibine paş ». Çaxê Îsa hildikʼişîya Orşelîmê, tʼenê her donzdeh şagirtêd Xwe tʼevî Xwe birin û rʼêda gote wan: «Bibihên! Em hevraz diçine Orşelîmê. Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê serekêd kʼahîna û qanûnzana. Ewê jêrʼa kuştinê derxin û Wî bidine destê necihûya, wekî qerfê xwe li Wî bikin, bidin ber qamçîya û xaç kin. Lê rʼoja sisîya Ewê ji mirinê rʼabe». Hingê dîya kurʼêd Zebedî tʼevî her du kurʼêd xwe hate cem Îsa, xwe avîte nigê Wî tiştek jê dixwest. Îsa jê pirsî: «Tu çi dixwazî?» Ewê gote Wî: «Bêje, ku ev her du kurʼêd min li nav Pʼadşatîya Teda, yek li milê Teyî rʼastê, yê din jî li milê Teyî çʼepê rʼûnê». Lê Îsa li wan vegerʼand û got: «Hûn nizanin çi dixwazin. Gelo hûn dikarin ji wê kʼasê vexwin, ya ku Ezê vexwim? » Wana gote Wî: «Belê, em dikarin». Ewî wanarʼa got: «Rʼast e hûnê wê kʼasa Min vexwin, lê îzina li milê Minî çʼep û rʼastê rʼûniştinê ne destê Minda ye. Ew cî bona wan in, kʼîjanarʼa alîyê Bavê Minda hatine hazirkirinê». Gava her dehe şagirtêd din ev yek bihîst, dilê wan ji her du bira ma. Lê Îsa ew gazî cem xwe kirin û got: «Hûn zanin ku mîrêd mileta serdestîyê wan dikin û giregirêd wan hʼukumî ser wan dikin. Lê nava weda gerekê usa nîbe. Kʼî ku nava weda dixwaze bibe yê mezin, gerekê bibe berdestîyê we. Û kʼî ku nava weda dixwaze bibe pêş, gerekê bibe xulamê we, çawa ku Kurʼê Mêriv nehatîye ku jêrʼa berdestîyê bikin, lê wekî Ew Xwexa berdestîyê bike û eʼmirê Xwe bide, ku geleka bikʼirʼe». Gava ewana ji Erîhayê derkʼetin, eʼlaleteke giran da pey Wî çû. Va du kor ser wê rʼê rʼûniştibûn. Gava bihîstin ku Îsa derbaz dibe, kirine qîrʼîn û gotinê: «Xudan, Kurʼê Dawid, li me were rʼeʼmê». Eʼlaletê li wan hilat, ku dengê xwe bibirʼin, lê wana hê kire qîrʼîn û gotinê: «Xudan, Kurʼê Dawid, me were rʼeʼmê!» Îsa sekinî, gazî wan kir û got: «Hûn çi ji Min dixwazin ku Ez bona we bikim?» Wana jêrʼa got: «Xudan, bira çʼeʼvêd me vebin». Gunê Îsa li wan hat û dest danî ser çʼeʼvêd wan. Destxweda çʼeʼvêd wan dîtin, dane pey Îsa çûn. Gava ew nêzîkî Orşelîmê bûn, hatine gundê Beytfacê, çʼîyayê Zeytʼûnê. Hingê Îsa du şagirtêd Xwe şandin û wanarʼa got: «Herʼine wî gundê pêşberî xwe û hûnê kʼereke girêdayî ceʼşik ber bibînin. Wan kʼera vekin bînine cem Min. Heger yek werʼa tiştekî bêje, hûn bêjin: ‹Xudanrʼa lazim in› û ewê zû wan bişîne». Eva usa qewimî, ku ew gotina bi zarê pʼêxember bê sêrî: «Bêjine bajarê Sîyonê: ‹Va Pʼadşê te tê cem te, berbihêr, li kʼerê û ceʼşika kʼerê sîyarbûyî› ». Şagirt çûn û çawa ku Îsa tʼemî dabû wan usa kirin. Kʼer û ceʼşik anîn, kʼincêd xwe avîtine ser wan û Ew li wan sîyar bû. Eʼlaleteke giran kʼincêd xwe ser rʼê rʼadixistin, hineka jî çʼiqilê dara dibirʼîn û ser rʼê rʼadixistin. Eʼlaleta ku li pêşîya Wî û li pey Wî diçû, dikire qîrʼîn û digot: «Hosanna Kurʼê Dawidrʼa! Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê! Hosanna Yê Herî Jorinrʼa! » Gava Îsa kʼete Orşelîmê, tʼemamîya bajêr hʼejîya û pirsîn: «Ev kʼî ye?» Eʼlaletê got: «Eva Îsayê Pʼêxember e, ji Nisreta Celîlê». Îsa kʼete pʼaristgehê û hʼemûyêd ku pʼaristgehêda tʼucaretî dikirin derxistin. Tʼextêd pʼereguhêrʼa û kʼursîyêd kevotkfiroşa welgerʼandin û gote wan: «Nivîsar e: ‹Mala Min mala dua wê bê hʼesabê›, lê we ew kirîye ‹şkefta qaçaxa›! » Li wir pʼaristgehêda kor û seqet hatine cem Wî û Ewî ew qenc kirin. Lê gava ku serekêd kʼahîna û qanûnzana ew kʼeremetêd ku Îsa kirin dîtin û usa jî ew zarʼêd ku pʼaristgehêda dikirine qîrʼîn û digotin: «Hosanna Kurʼê Dawidrʼa!» hêrs kʼetin û gotine Wî: «Tu dibihêyî ev çi dibêjin?» Îsa wanarʼa got: «Belê. We qet nexwendîye ku: ‹Te bi zarêd tʼifal û dergûşa pesindayîn anî sêrî›? » Û Ewî ew li wir hiştin, ji bajêr derkʼet, çû Beytanyayê û şev li wir ma. Sibehê zû, çaxê Ew vegerʼîya bajêr, birʼçî bû. Ser rʼê dareke hêjîrê dît, nêzîkî wê bû, lê pêştirî belga tiştekî din pêva nedît û darêrʼa got: «Ji vir şûnda tu hʼeta-hʼetayê ber nedî!» Û dar pêrʼa-pêrʼa hʼişk bû. Gava şagirta ev yek dît, zendegirtî man û gotin: «Çawa ev dara hêjîrê pêrʼa-pêrʼa hʼişk bû?» Îsa caba wan da û got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, heger bawerîya we hebe û dudilî nebin, hûnê ne tʼenê çi ku hate serê vê dara hêjîrê bikin, lê heger hûn vî çʼîyayîrʼa jî bêjin: ‹Rʼabe xwe bavêje beʼrê›, wê bibe. Heger bawerîya we hebe, hûn çi ku nava duada bixwazin, hûnê bistînin». Gava Ew hate pʼaristgehê û cimeʼt hîn kir, serekêd kʼahîna û rʼûspîyêd cimeʼtê hatine cem Wî û gotinê: «Tu bi çi hʼukumî van kira dikî? Û kʼê ev hʼukum daye Te?» Îsa li wan vegerʼand û got: «Ezê jî tiştekî ji we bipirsim. Heger we caba Min da, Ezê jî werʼa bêjim Ez bi çi hʼukumî van kira dikim. Hʼukumê nixumandina Yûhʼenna ji kʼu bû, ji eʼzmên bû, yan ji meriva bû?» Ewana nav hevda şêwirîn û gotin: «Heger em bêjin: ‹Ji eʼzmên bû›, Ewê merʼa bêje: ‹Lê we çima ew bawer nekir?› Lê heger em bêjin: ‹Ji meriva bû›, em ji eʼlaletê ditirsin, çimkî hʼemûya qebûl dikir ku Yûhʼenna pʼêxember bû». Wana caba Îsa da û gotin: «Em nizanin». Ewî wanrʼa got: «Ez jî werʼa nabêjim ku Ez bi çi hʼukumî van kira dikim. Hûn çawa tʼexmîn dikin? Du kurʼêd merivekî hebûn. Ewî kurʼê xweyî mezinrʼa got: ‹Lawo! Îro herʼe nav rʼez, şixul bike›. Ewî lê vegerʼand û got: ‹Ez naçim›, lê paşê pʼoşman bû û çû. Hingê bav çû cem yê din ewî jî aha got: ‹Belê, ezê herʼim bavo›, lê neçû. Niha ji van her du kurʼa kʼîjanî gurʼa bavê xwe kir?» Wana gote Wî: «Yê mezin». Îsa jî gote wan: «Ez rʼast werʼa dibêjim, ku xercgir û çʼeʼvder wê berî we bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê. Çimkî Yûhʼenna hat ku rʼîya rʼastîyê nîşanî we ke, we ew bawer nekir, lê xercgir û çʼeʼvdera ew bawer kirin. We ev tişt dît jî, lê dîsa hûn li xwe mukurʼ nehatin, ku we ew bawer bikira. Meseleke din jî bibihên. Merivekî xweyîmilkʼ hebû, rʼezê tirîya danî, dora wê sûr kir hʼewzekî tirîhʼincirʼandinê têda kʼola, hêlaneke nobedara çêkir û ew bi kʼirê da rʼezvana, çû welatekî din. Gava wextê berdayînê nêzîk bû, ewî xulamêd xwe şandine cem rʼezvana, wekî ji berê rʼezê wî jêrʼa bînin. Rʼezvana xulamêd wî girtin, yek kʼutan, yê din kuştin û yekî din jî dane ber kevira. Ewî xulamne din şandin, ji yêd pêşin gelektir û wana usa jî anîne serê wan. Axirîyê, kurʼê xwe şande cem wan û got: ‹Hilbet wê ji kurʼê min şerm bikin›. Lê gava rʼezvan çʼeʼv kurʼê wî kʼetin, hevrʼa gotin: ‹Ev warê wî ye. Werin em vî bikujin û bibine xweyê mîratʼa wî›. Û ew girtin ji rʼez derxistine der û kuştin. Lê gava xweyê rʼez bê, wê çi serê wan rʼezvana bike?» Gotine Wî: «Wê qirʼa wan neheqa bîne û rʼez bide rʼezvanêd usa, yêd ku wê wextda berê rʼezê wî bidinê». Îsa gote wan: «We nivîsarêda qet nexwendîye? ‹Ew kevirê ku hosta tʼexsîr kir, ew bû serê eʼnîşkê. Ev yek ji alîyê Xudanda qewimî û li ber çʼeʼvê me hʼeyr-hʼujmekʼar e!› Bona vê yekê Ez werʼa dibêjim, ku Pʼadşatîya Xwedê wê ji we bê standinê û miletekî usarʼa bê dayînê, wekî bona Wî ber bîne. Kʼî ku bikʼeve ser vî kevirî, wê hûrdexweşî be û ew kevir bikʼeve ser kʼê, wê wî bihʼincirʼîne». Gava serekêd kʼahîna û fêrisîya meselêd Wî bihîstin, feʼm kirin ku Ew bona wan dibêje. Kirin ku Wî bigirin, lê ji eʼlaletê tirsîyan, çimkî Ew weke pʼêxemberekî qebûl dikirin. Dîsa Îsa bi mesela wanarʼa xeber da û got: «Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Pʼadşakî deʼwata kurʼê xwe kir. Ewî xulamêd xwe şandin ku gazî xwendîyêd deʼwatê kin, lê wana nexwestin bên. Xulamne din şandin û got: ‹Xwendîyarʼa bêjin: Min canega û hʼeywanêd xweye dermalîkirî serjêkirine û nanê xwe hazir kirîye, her tişt hazir e. Werine deʼwatê!› Lê wana pişt guhê xweva avît, yek çû eʼrdê xwe û yê din tʼucaretîya xwe. Yêd mayîn jî xulamêd wî girtin, kʼutan û kuştin. Çaxê pʼadşê bihîst, hêrs kʼet, ordîya xwe şand qirʼa ewêd ku xulam kuştin anî û bajarê wan şewitand. Hingê gote xulamêd xwe: ‹Deʼwat hazir e, lê xwendî ne hêja bûn. Rʼabin herʼine serê rʼîya û hûn kʼê ku bibînin, tʼeglîfî deʼwatê kin›. Û ew xulam derkʼetine serê rʼîya, kʼî ku dîtin, qenc û xirab, tʼev civandin û mala deʼwatê bi xwendîyava tʼijî bû. Lê gava pʼadşa çû hindurʼ ku xwendîya bibîne, merivek li wir dît ku kʼincê deʼwatê lê tʼunebû û gote wî: ‹Heval! Tu çawa bê kʼincê deʼwatê kʼetî vir?› Ewî deng nekir. Wê gavê pʼadşê berdestîyarʼa got: ‹Dest û pʼîyê wî girêdin, bigirin bavêjine teʼrîya derva. Li wir wê bibe qîrʼîn û çʼirke-çʼirka dirana›. Awa gazîkirî gelek in, lê bijartî hindik in». Hingê fêrisî çûn şêwirîn, ku Wî çawa bi xebera bigirin. Wana şagirtêd xwe tʼevî piştgirêd Hêrodes şandine cem Wî û gotinê: «Dersdar! Em zanin ku Tu yekî rʼast î û rʼîya Xwedê rʼast hîn dikî. Minetê ji kesî nagirî, çimkî nav merivada firqîyê danaynî. Niha bêje me, Tu çawa tʼexmîn dikî? Gelo rʼast e ku em xerc bidine Qeyser yan na?» Îsa qelpîya wan zanibû û got: «Çima hûn Min dicêrʼibînin, durʼûno? Pʼerê xercdayînê nîşanî Min kin». Û wana zîvek Wîrʼa anî. Îsa ji wan pirsî: «Ev navê nivîsar û sifet yê kʼê ye?» Wana got: «Yêd Qeyser in». Hingê gote wan: «Awa çi ku yêd Qeyser in bidine Qeyser û çi yêd Xwedê ne bidine Xwedê». Gava wan bihîst zendegirtî man, Ew hiştin û çûn. Sadûqî, ku dibêjin rʼabûna mirîya tʼune, wê rʼojê hineke ji wan hatine cem Îsa jê pirsîn û gotinê: «Dersdar! Mûsa got: ‹Heger yek bêzurʼet bimire, bira birê wî jina wî bistîne û warê birê xwe şîn ke›. Awa hʼeft bira li cem me hebûn. Birê mezin zewicî, bêzurʼet mir, jina wî birê wîrʼa ma. Usa jî hate serê birê duda û yê sisîya, xulese hate serê her hʼefta jî. Li pey hʼemûyarʼa ew jina jî mir. De îjar wê Rʼoja Rʼabûna mirîya ew kʼulfetê bibe jina kʼîjanî ji wan her hʼefta? Çimkî hʼemûya jî ew standibû». Îsa li wan vegerʼand û got: «Hûn xalifî ne, çimkî ne nivîsara zanin, ne jî qewata Xwedê. Rʼoja Rʼabûna mirîya ne wê bizewicin, ne jî mêr kin, lê ewê mîna milyakʼetêd eʼzmên bin. Lê derheqa rʼabûna mirîyada, çima we ew xebera ku Xwedê werʼa gotibû nexwendîye? ‹Ez Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq û Xwedêyê Aqûb im›. Xwedê ne Xwedêyê mirîya ye, lê Xwedêyê zêndîya ye». Gava eʼlaletê ev tişt bihîstin, ser hînkirina Wî zendegirtî man. Lê gava fêrisîya bihîst ku Îsa sadûqî dengbirʼî kirin, hʼemû li cîkî civîyan. Hingê ji wan qanûnzana yekî pirs da Îsa ku Wî bicêrʼibîne û gotê: «Dersdar. Qanûnêda kʼîjan e tʼemîya here mezin?» Îsa gote wî: «‹Xudan Xwedêyê xwe hʼiz bike bi tʼemamîya dilê xwe, bi tʼemamîya canîya xwe û bi tʼemamîya hʼişê xwe›. Ev e tʼemîya pêşin û here mezin. Û ya duda jî mîna vê ye: ‹Hevalê xwe weke xwe hʼiz bike›. Ji van her du tʼemîyava hʼemû nivîsarêd pʼêxembera û Qanûnê girêdayî ne». Gava fêrisî civîyan, Îsa ji wan pirsî û got: «Hûn bona Mesîh çi difikirin, tʼexmîna we Ew kurʼê kʼê ye?» Jêrʼa gotin: «Kurʼê Dawid e». Îsa gote wan: «Lê çawa Dawid Wî pê Rʼuhʼ Xudanê xwe hʼesab dike? Çimkî wî got: ‹Xudan gote Xudanê min: Li milê Minî rʼastê rʼûnê, hʼeta ku Ez dijminêd Te bikime binê pʼîyêd Te›. Heger Dawid Wî ‹Xudan› hʼesab dike, Ew çawa dibe kurʼê wî?» Û kesekî nikaribû caba Wî bida û li pey wê rʼojêrʼa kesekî newêribû pirsek jê bikira. Hingê Îsa eʼlalet û şagirtêd Xwerʼa xeber da û got: «Qanûnzan û fêrisî li ser kʼursîya Mûsa rʼûniştine. Îdî ewana çi werʼa bêjin xwey kin û biqedînin, lê mîna wan nekin, çimkî ewana dibêjin, lê nakin. Barêd giran û zeʼmet girêdidin, datînine ser milêd meriva, lê ew xwexa naxwazin tʼilîya xwe jî bidinê. Ew her tiştî dikin, ku ber meriva bêne kʼifşê. Kʼîsikêd mezin li mil û eʼnîyêd xweva girêdidin û rʼîşîyêd kʼincêd xwe dirêj dikin. Şayîyada herema jorin hʼiz dikin, kʼinîştada jî kʼursîyêd pêşin, bazarada silavê bidine wan û meriv jî wanrʼa ‹mamosta › bêjin. Lê bira werʼa nebêjin: ‹Mamosta›, çimkî dersdarê we yek e û hûn hʼemû jî bira ne. Li ser dinê hûn tʼu kesîrʼa nebêjin: ‹Bavo›, çimkî Bavê we yek e, ku eʼzmana ye. Ne jî werʼa bêjin: ‹Rʼêber›, çimkî Rʼêberê we yek e, ew Mesîh e. Bira nava weda yê herî mezin bibe berdestîyê we. Kʼî ku xwe bilind ke, ewê nimiz be, lê kʼî ku xwe nimiz ke, ewê bilind be. Lê wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn derê Pʼadşatîya Eʼzmana li ber meriva dadidin. Ne hûn dikʼevinê û ne jî dihêlin ewêd ku dixwazin bikʼevinê. Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Alîkîva hûn malêd jinebîya hʼûfî xwe dikin, alîyê dinva jî bi durʼûtî duayê xwe dirêj dikin. Bona vê yekê dîwana we wê hê giran be. Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn beʼr û bejê li hev didin, ku yekî nebawer bînin ser rʼîya xwe. Gava meremê we dibe, hûn ewî ji xwe du cara zêdetir dikine pʼara ceʼnimê. Wey li we rʼêberêd kor, hûn dibêjin: ‹Kʼî ku bi pʼaristgehê sond dixwe, ne tiştek e. Lê kʼî ku bi zêrʼê li nav pʼaristgehê sond dixwe, dibe deyndar›. Hey bêhʼiş û korno! Kʼîjan mezin e, zêrʼ yan pʼaristgeh, ku zêrʼ hʼelal dike? Usa jî hûn dibêjin: ‹Kʼî ku bi gorîgehê sond dixwe ne tiştek e, lê kʼî ku bi hʼedîya li ser gorîgehê sond dixwe, dibe deyndar›. Hey korno! Kʼîjan e mezin? Hʼedî yan gorîgeh, ku hʼedîyê hʼelal dike? Awa kʼî ku bi gorîgehê sond dixwe, ew hin bi wê sond dixwe, hin jî bi hʼemû tiştêd ku ser wê hene sond dixwe. Kʼî ku bi pʼaristgehê sond dixwe, ew hin bi wê sond dixwe, hin jî bi Yê ku wêda dijî sond dixwe. Û kʼî ku bi eʼzmên sond dixwe, ew hin bi tʼextê Xwedê sond dixwe, hin jî bi Yê ku li ser Rʼûniştîye sond dixwe. Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn dehekê pûngê, anîsoyê û kʼêmûnê didin, lê tiştêd Qanûnêye pêş, awa gotî heqîyê, rʼeʼmê û bawerîyê davêjine pişt guhê xwe. We gerekê ev yek bikirana û dest ji yêd mayîn nekʼişanda. Rʼêberêd kor! Hûn kʼermêşa diparzinin, lê deva dadiqurtînin! Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn tʼas û fîncana rʼûyê dervava paqij dikin, lê hindurʼva tʼijî timayî û çʼeʼvbirʼçîyî ne. Fêrisîyê kor! Pêşîyê hindurʼê fîncan û tʼasê paqij ke, wekî li derva jî paqij be. Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn mîna tʼirbêd sipîkirî ne, ku dervava bedew xuya dibin, lê hindurʼva bi hestûyê mirîya û bi hʼemû hʼeramîyêva tʼijî ne. Usa jî hûn derva merivava rʼast kʼifş dibin, lê hindurʼva hûn durʼû ne û neheq in. Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn mexberêd pʼêxembera çêdikin û tʼirbê yêd rʼast dixemilînin û dibêjin: ‹Heger em rʼojêd bavêd xweda bûna, me tʼevî wan xûna pʼêxembera nedirʼêt›. Îdî hûn niha xwexa didine îzbatkirinê, ku hûn zarʼêd wan bava ne, yêd ku pʼêxember kuştine. De kêmasîya xirabîyêd bavêd xwe tʼemam kin. Meʼrno! Çʼêjikêd meʼra! Hûnê çawa ji dîwana dojê birʼevin? Bona vê yekê va Ezê pʼêxembera, serwaxta û qanûnzana bişînime cem we û hûnê ji wan hineka bikujin, xaç kin, hineka jî nav kʼinîştêd xweda bidine ber qamçîya û bajar-bajar bizêrînin. Hʼemû xûna bêsûce ku ser rʼûyê eʼrdê hatîye rʼêtinê wê bê ser we, ji xûna Habîlê bêsûc hʼeta xûna Zekerîyayê kurʼê Berexîya, ewê ku we nav pʼaristgeh û gorîgehêda kuşt. Ez rʼast werʼa dibêjim, ev hʼemû xûnê bê serê vî nisilî. Orşelîm! Orşelîm! Te pʼêxember dikuştin û şandîyêd cem xwe didane ber kevira! Çend cara Min xwest ku zarʼêd te usa bicivanda, çawa mirîşk cûcûkêd xwe bin baskê xweda dicivîne, lê we nexwest! Va mala we wê xirabe û destjêkʼişandî bimîne. Ez werʼa dibêjim, îdî ji vir şûnda hûn Min tʼu car nabînin, hʼeta ku bêjin: ‹Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê› ». Gava Îsa ji pʼaristgehê derkʼet çû, şagirt çûne cem Wî, ku avayîyêd pʼaristgehê nîşanî Wî kin. Îsa wanrʼa got: «Hûn van hʼemûya dibînin? Ez rʼast werʼa dibêjim, ev hʼemûyê jî wêran bin, li vir kevirê li ser kevir qet nemîne!» Çaxê Ew ser çʼîyayê Zeytʼûnê rʼûniştibû, şagirtêd Wî tʼenê hatine cem Wî û jê pirsîn: «Bêje me, ev tişt wê kʼengê biqewimin? Û nîşana hatina Te û axirîya vê dinyayê wê çawa be?» Îsa caba wan da û got: «Haş ji xwe hebin, ku tʼu kes we nexapîne, çimkî gelek wê pê navê Min bên û bêjin: ‹Ez im Mesîh› û wê geleka bixalifînin. Hûnê dengê şerʼa û beʼsa şerʼa bibihên, lê haş ji xwe hebin ku hûn xwe unda nekin. Gerekê ev tişt biqewimin, lê ew hê ne axirî ye. Miletê rʼabe li ser milet, pʼadşatî li ser pʼadşatîyê, cî-cîya wê xelayî-celayê û eʼrdhʼejê bibin. Lê ev hʼemû mîna êşa kʼulfetê ye, ku destpêdike pê digire. Hingê wê we bidine cefê, we bikujin û bona navê Min ber çʼeʼvê hʼemû mileta rʼeş bin. Hingê gelekê ji rʼê bikʼevin, nemamîya hevdu bikin û ber çʼeʼvê hev bikʼevin. Gelek pʼêxemberêd derew wê derkʼevin û geleka bixalifînin. Ji dest zêdebûna neheqîyê hʼizkirina geleka wê sar be. Lê kʼî ku hʼeta xilazîyê teyax ke, ewê xilaz be. Û ev Mizgînîya Pʼadşatîyê wê li nav tʼemamîya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hʼemû miletarʼa bibe şeʼdetî û hingê xilazî wê bê. Çaxê hûn ‹hʼeramîya wêrankirinê› cîyê pîrozda sekinî bibînin, çawa ku Danîyêl pʼêxember got», (ewê ku dixûne bira feʼm bike), «hingê ewêd ku Cihûstanêda ne bira birʼevine çʼîya. Ewê ku ser xanî ye bira jorda neyê xwarê ku ji mala xwe tiştekî hilde. Û ewê ku kʼewşênda ye bira venegerʼe ku pʼotê xwe hilde. Lê wey li hʼemla û destdergûşa wan rʼojada! Dua bikin, ku rʼeva we nekʼeve zivistanê, yan jî rʼoja şemîyê. Çimkî hingê tengasîke usa mezin wê bibe, ku ji destpêbûna dinyayê hʼeta niha mîna wê nebûye û ne jî wê bibe. Heger ew rʼoj kin nebûna, tʼu kes xilaz nedibû, lê bona xatirê bijartîya ew rʼojê kin bin. Hingê, heger yek werʼa bêje: ‹Va ye Mesîh›, yan jî ‹Wa ye›, bawer nekin. Çimkî mesîh û pʼêxemberêd derew wê derên, nîşan û kʼeremetêd mezin bikin, ku bikaribin bijartîyêd Xwedê jî bixalifînin. Va ye Min pêşda werʼa got. Heger ewana werʼa bêjin: ‹Wa ye Mesîh berʼîyêda ye›, dernekʼevin, yan: ‹Va ye Ew filan odêda ye›, bawer nekin. Çimkî çawa birûsk ji rʼohilatê birq dide û hʼeta rʼoavayê xuya dibe, wê hatina Kurʼê Mêriv jî usa be. Beretʼe kʼîderê hebe, teyrê jî li wir bicivin. Li pey tengasîya wan rʼojarʼa, rʼûyê rʼoyê wê bê girtinê û hîvê jî rʼonaya xwe nede, steyrkê ji eʼzmên bikʼevin û tʼopêd eʼzmana wê ji rʼîyêd xwe derên. Hingê nîşana Kurʼê Mêriv wê li eʼzmên xuya be û hʼemû miletêd dinyayê wê şînê bikin, gava bibînin Kurʼê Mêriv li ser eʼwrêd eʼzmên bi qewat û rʼûmeta mezin tê. Ewê milyakʼetêd Xwe bi borʼîya dengê bilind bişîne û wê bijartîyêd Wî ji her çar qulba berev kin, ji pʼerʼekî eʼzmana hʼeta pʼerʼê din. Ji dara hêjîrê dersekê hîn bin. Çaxê çʼiqilêd wê terʼ dibin û belgêd wê dibişkivin, îdî hûn zanin ku havîn nêzîk e. Usa jî gava hûn van hʼemû tişta bibînin, bizanibin ku ev tişt nêzîk e, li ber şêmîkê ye. Ez rʼast werʼa dibêjim, eva nisila derbaz nabe, hʼeta ku ev hʼemû tişt neqewimin. Eʼrd û eʼzmanê derbaz bin, lê gotinêd Min tʼu car derbaz nabin. Lê bona wê rʼojê û wê sihʼetê tʼu kes nizane, ne milyakʼetêd eʼzmana, ne jî Kurʼ, lê tʼenê Bav. Çawa ku rʼojêd Nuhda qewimî, hatina Kurʼê Mêriv jî wê usa biqewime. Çawa ku wan rʼojêd berî lêyîyê meriva dixwarin, vedixwarin, dizewicîn û mêr dikirin, hʼeta wê rʼoja ku Nuh kʼete gemîyê û meriv pê nehʼesîyan, hʼeta ku lêyî rʼabû û hʼemû jî xeniqandin. Hatina Kurʼê Mêriv jî wê usa be. Hingê du meriv wê nav eʼrdê xweda bin, yekê bê hildanê û yê dinê bê hiştinê. Û du kʼulfetê ser destarʼekî bin, yekê bê hildanê, ya din bê hiştinê. Awa hʼişyar bimînin, çimkî hûn nizanin Xudanê weyê kʼîjan rʼojê bê. Lê vê yekê bizanibin. Heger xweyê malê bizanibûya ku dizê kʼîjan dema şevê bihata, wê hʼişyar bima û nehişta ku mala wî derevekira. Bona vê yekê hûn jî hazir bin, çimkî Kurʼê Mêriv wê sihʼeteke usada bê, ku hûn ne çʼeʼvnihêrʼî ne. Awa kʼî ye ew xulamê amin û serwaxt, ku axayê wî ew ser xulamêd xwe serwêr kʼifş kir, ku wextda xwarina wan bide wan? Xwezî li wî xulamî, ku çaxê axayê wî bê, ewî usa bibîne. Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê wî bike serwêrê tʼemamîya hebûka xwe. Lê heger xulamê xirab dilê xweda bêje: ‹Axayê min hatina xwe derengî êxist› û destpêke li xulam-hevalêd xwe xe û tʼevî yêd serxweş bixwe û vexwe, axayê wî xulamî wê rʼojeke usa bê, ku ew ne hîvîyê ye û sihʼeteke usa, ku ew nizane. Ewê wî qet-qetî ke û pʼara wî wê tʼevî durʼûya ke. Li wir wê bibe girî û çʼirke-çʼirka dirana. Hingê Pʼadşatîya Eʼzmana wê mîna vê yekê be: Dehe qîzêd bikʼir çʼirêd xwe hildan pêşîya zeʼvêda çûn. Ji wan pênc serwaxt bûn, lê pênc bêfeʼm. Bêfeʼma çʼirêd xwe hildan, lê rʼûn xwerʼa hilnedan, lê serwaxta tʼevî çʼira rʼûn jî derdanada xwerʼa hildan. Gava zeʼva derengî kʼet, hʼemû jî hênijîn û xewrʼa çûn. Nîvê şevê dengek hat: ‹Va ye zeʼva tê! Pêşîya wîda herʼin!› Hingê hʼemû bikʼir rʼabûn çʼirêd xwe saz kirin. Bêfeʼma gote serwaxta: ‹Ji wî rʼûnê xwe bidine me jî, çimkî çʼirêd me vêdisin›. Lê serwaxta caba wan da û gotin: ‹Na xêr, ev rʼûn wê tʼêra me û we neke. Qenc e ku hûn herʼine cem yêd ku difiroşin xwerʼa bikʼirʼin›. Gava ew çûn bikʼirʼin, zeʼva hat û ewêd hazir tʼev wî kʼetine deʼwatê û derî hate girtinê. Paşê bikʼirêd din hatin û gotin: ‹Em xulam, Em xulam! Derî li me veke!› Lê ewî caba wan da got: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, ez we nas nakim›. Awa hʼişyar bimînin, çimkî hûn ne rʼoja hatina Kurʼê Mêriv zanin, ne jî sihʼetê. Wî çaxî Pʼadşatîya Eʼzmana wê mîna vê yekê be: Merivek ku wê derkʼeta rʼêwîtîyê, gazî xulamêd xwe kir û hebûka xwe sparte wan. Pênc telant dane yekî, du telant dane yekî û telantek jî da yekî, her kesîrʼa weke qewata wî û rʼêkʼet çû. Ewê ku pênc telant standibûn, pêrʼa-pêrʼa çû bi wan kʼirʼî û firot, pêncêd din jî qazinc kirin. Usa jî ewê ku du telant standibûn, duduyêd din jî qazinc kirin. Lê ewê ku telantek standibû, çû eʼrd kʼola û zîvê axayê xwe têda veşart. Pey gelek wextrʼa axayê wan xulama hat û xwest heq-hʼesabê xwe tʼevî wan rʼast ke. Ewê ku pênc telant standibûn pêşda hat, pênc telantêd mayîn jî anîn û got: ‹Axayê min, te pênc telant dabûne min. Va min ser wanda pêncêd din jî qazinc kirine›. Axayê wî gotêda: ‹Eʼferim, xulamê qenc û amin! Tu nav tiştêd hindikîda amin mayî, ezê te daynime ser gelek tişta. Bikʼeve şayîya axayê xwe!› Ewê ku du telant standibûn jî hat û got: ‹Ez xulam! Te du telant dabûne min. Va min duduyêd din jî li ser wanda qazinc kirine›. Axayê wî gotê: ‹Eʼferim, xulamê qenc û amin! Tu nav tiştêd hindikîda amin mayî, ezê te daynime ser gelek tişta. Bikʼeve şayîya axayê xwe!› Lê ewê ku telantek standibû hat û got: ‹Axayê min, min zanibû ku tu merivekî hʼişk î. Ji wî cîyê te neçandîye didirûyî û cîyê ku te ne rʼeşandîye berev dikî. Ez jî tirsîyam û çûm telantê te eʼrdêda veşart. Hanê malê te terʼa be›. Axayê wî lê vegerʼand û gotê: ‹Xulamê xirab û xwerʼanedîtî! Te zanibû ez ji wî cîyê ku min neçandîye didirûm û ji wî cîyê ku min nerʼeşandîye berev dikim, te çima zîvê min neda kʼarkira û ez bihatama min malê xwe bi selef bistanda? Niha telant ji wî bistînin û bidine ewê ku dehe telantêd wî hene. Çimkî yê kʼê ku heye, wîrʼa wê bê dayînê û serda zêde be, lê yê kʼê ku tʼune, çi heye jî wê jê bê standinê. Lê ew xulamê bêkêr bavêjine teʼrîya derva. Li wir wê bibe girî û çʼirke-çʼirka dirana›. Gava Kurʼê Mêriv tʼevî hʼemû milyakʼeta û rʼûmeta Xweva bê, hingê wê ser tʼextê Xweyî rʼûmetê rʼûnê hʼemû milet wê li ber Wî bicivin. Ewê wana ji hev başqe ke, çawa şivan pêz ji bizina vediqetîne. Ewê pêz li milê Xweyî rʼastê bide sekinandinê, lê bizina li milê Xweyî çʼepê. Hingê Pʼadşa wê yêd li milê Xweyî rʼastêrʼa bêje: ‹Werin bimbarekbûyîyêd alîyê Bavê Minda! Ew Pʼadşatîya ku bona we ji wextê eʼfirandina dinyayêda hazir bûye war bin. Çimkî Ez birʼçî bûm we xwarin da Min, Ez tʼî bûm we av da Min, Ez xerîb bûm we Ez qebûl kirim, Ez teʼzî bûm we Ez kʼinc kirim, Ez nexweş bûm hûn ser Minda hatin, Ez kelêda bûm hûn hatine cem Min›. Hingê yêd rʼast wê Wîrʼa bêjin: ‹Xudan, me kʼengê Tu birʼçî dîtî û xwarin daye Te? Yan me Tu tʼî dîtî û av daye Te? Me kʼengê Tu xerîb dîtî û Tu qebûl kirî, yan jî Tu teʼzî dîtî û Tu kʼinc kirî? Kʼengê me Tu nexweş yan kelêda dîtî û em hatine cem Te?› Pʼadşayê jî wanrʼa bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji van xûşk-birêd Mine yê herî biçʼûk yekîrʼa kir, we Minrʼa kir›. Hingê Ewê yêd milê Xweyî çʼepêrʼa bêje: ‹Nifirʼlêbûyîno! Dûrî Min herʼin nava agirê hʼeta-hʼetayê, ku bona mîrêcin û milyakʼetêd wî hazir bûye. Çimkî Ez birʼçî bûm we xwarin neda Min, Ez tʼî bûm we av neda Min, Ez xerîb bûm we Ez qebûl nekirim, Ez teʼzî bûm we Ez kʼinc nekirim, Ez nexweş û kelêda bûm hûn ser Minda nehatin›. Hingê ewê Wîrʼa bêjin: ‹Xudan! Me kʼengê Tu birʼçî yan tʼî, yan xerîb, yan bê sitʼar, yan nexweş, yan kelêda dîtî û me alîkʼarî neda Te?› Wî çaxî Ewê caba wan bide û bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji evêd herî biçʼûk yekîrʼa nekir, we Minrʼa jî nekir›. Û evê herʼine cefê hʼeta-hʼetayê, lê yêd rʼast wê herʼine jîyîna hʼeta-hʼetayê». Gava Îsa ev hʼemû xeber xilaz kirin, şagirtêd Xwerʼa got: «Hûn zanin ku wê du rʼoja şûnda Cejina Derbazbûnê be. Û Kurʼê Mêriv wê bê dayînê ku bê xaçkirinê». Hingê serekêd kʼahîna û rʼûspîyêd cimeʼtê seraya serekkʼahînda ku navê wî Qeyafa bû civîyan û li hev şêwirîn ku Îsa dizîva bi fêlbazîyê bigirin, bikujin. Lê wana digot: «Bira ev yek cejinêda nîbe, wekî cimeʼt rʼanebe ser niga». Çaxê Îsa li Beytanyayê mala Şimhʼûnê kʼotîda bû, kʼulfeteke ku derdaneke wêye alabastirêyî rʼûnê bînxweş hebû, hate cem Wî û çaxê Ew li ser sifrê rʼûniştî bû, ewê ew rʼûn rʼête ser serê Wî. Gava şagirta ev yek dît, li wan xweş nehat û gotinê: «Çima eva zîyana bû? Eva rʼûna wê qîmetekî biha bihata firotanê û feqîrarʼa bihata belakirinê». Lê ew yek Îsava eʼyan bû û wanarʼa got: «Çima hûn xatirê wê kʼulfetê dikʼevin? Ewê tiştekî qenc bona Min kir. Feqîrê her gav tʼevî we bin, lê Ezê her gav tʼevî we nîbim. Ewê bona definkirina Min ew rʼûn rʼête ser bedena Min. Ez rʼast werʼa dibêjim, dinyayêda kʼîderê eva Mizgînîya bê dannasînkirinê, wê kirina vê kʼulfetê jî bona bîranîna wê bê gotinê». Hingê yek ji her donzdeha ku Cihûdayê Îsxeryotî dihate gotinê, çû cem serekêd kʼahîna û got: «Hûnê çi bidine min, wekî ez Wî bidime destê we?» Û wana sî zîv jimirîn danê. Ji wir şûnda ew mecalekê digerʼîya ku çawa Îsa bide destê wan. Li rʼoja pêşine Cejina Nanê Şkeva, şagirt hatine cem Îsa û jêrʼa gotin: «Tu li kʼu dixwazî Şîva Cejina Derbazbûnê bixwî, wekî em Terʼa hazir kin?» Ewî jî got: «Herʼine bajêr, cem filan merivî û bêjine wî: ‹Dersdar dibêje: Rʼoja Min nêzîk e. Ezê tʼevî şagirtêd Xwe mala teda Cejina Derbazbûnê derbaz kim›». Û şagirta usa kir, çawa ku Îsa wanarʼa eʼmir kiribû û şîva Cejina Derbazbûnê hazir kirin. Êvarê tʼev her donzdeha ser sifrê rʼûnişt. Gava wana hê dixwar, Îsa got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, yekî ji we wê nemamîya Min bike». Şagirt gelekî ber xwe kʼetin û her yekî ji wan gote Wî: «Xudan, dibe ku ez im?» Ewî li wan vegerʼand û got: «Ewê ku peʼrîyê Xwe tʼevî Min tʼasêda kir, ewê nemamîya Min bike. Rʼast Kurʼê Mêriv wê usa herʼe çawa ku bona Wî hatîye nivîsarê, lê wey li wî merivê ku nemamîya Kurʼê Mêriv bike! Wîrʼa hê qenc bû ku ew qet dinê nekʼeta». Cihûdayê ku wê nemamîya Wî bikira, lê vegerʼand û gotê: «Dersdar, dibe ku ez im?» Îsa wîrʼa got: «Te bi devê xwe got». Awa gava wana hê nan dixwar, Îsa nan hilda şikirî da, kerkir da şagirta û got: «Han hildin bixwin. Eva bedena Min e». Peyrʼa kʼas hilda şikirî da, da wan û wanarʼa got: «Hûn hʼemû jî ji vê vexwin, eva xûna Min e bona peymanê, ku bona baxşandina gunêd geleka tê rʼêtinê. Lê Ez werʼa dibêjim, îdî Ez ji vir şûnda tʼu car ji vê meya tirîyê venaxwim, hʼeta wê rʼoja ku Ezê tʼevî we Pʼadşatîya Bavê Xweda ji ya nû vexwim». Paşê wana zebûrek stira, derkʼetin çûne çʼîyayê Zeytʼûnê. Hingê Îsa wanarʼa got: «Îşev hûn hʼemûyê jî ji Min pʼişk bin herʼin, çimkî nivîsar e: ‹Ezê li şivên xim û pezê jî bela-belayî be›. Lê gava ku Ez ji mirinê rʼabim, Ezê berî we herʼime Celîlê». Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Heger hʼemû jî ji Te pʼişk bin herʼin, lê ez tʼu car ji Te naçim». Îsa wîrʼa got: «Ez rʼast terʼa dibêjim, hema îşev hê berî bangdana dîk, tê sê cara Min înkʼar kî». Petrûs Wîrʼa got: «Heger cî bê, ezê tʼevî Te bimirim jî, lê tʼu car Te înkʼar nakim». Hʼemû şagirta jî usa got. Hingê Îsa tʼevî wan çû wî cîyê ku jêrʼa Gêtşemanî dibêjin û şagirtarʼa got: «Vira rʼûnên, hʼeta Ez herʼim dera han dua bikim». Ewî tʼevî Xwe Petrûs û her du kurʼêd Zebedî hildan, kʼeser hatê û ber Xwe kʼet. Hingê Îsa wanarʼa got: «Dilê Min haqas derd û kʼeder e, mîna ber mirinê. Vira bimînin û tʼevî Min hʼişyar bin». Hinekî pêşda çû Xwe deverʼûya avît dua kir û got: «Bavê Min! Heger dibe, bira ev kʼasa cefê ser Minrʼa derbaz be. Lê ne ku çawa Ez dixwazim, lê bira xwestina Te be». Paşê hate cem şagirta, ew rʼazayî dîtin û gote Petrûs: «We nikaribû ku sihʼetekê hûn tʼevî Min hʼişyar bimana? Hʼişyar bimînin û dua bikin, wekî hûn nekʼevine nava cêrʼibandinê. Belê rʼuhʼ rʼazî ye, lê beden sist e». Careke din jî Îsa çû dua kir û got: «Bavê Min! Heger nabe ku ev kʼasa cefê ji Min derbaz be hʼeta ku Ez wê venexwim, bira xwestina Te be». Îsa hat, ew dîsa xewêda dîtin, çʼeʼvêd wan ji xewê venedibûn. Û ew hiştin çû, cara sisîya dua kir, dîsa ew xeber gotin. Hingê hate cem şagirta û wanarʼa got: «Hûn hela hê rʼazayî ne û rʼihʼet dibin? Va wext pêrʼa gihîşt ku Kurʼê Mêriv bikʼeve destê gunekʼara. Rʼabin em herʼin. Va ye ewê ku nemamîya Min dike nêzîk bû». Ewî hê xeber dida, nişkêva Cihûdayê ku yek ji wan donzdeha bû hat. Ewî tʼevî xwe ji alîyê serekêd kʼahîna û rʼûspîyêd cimeʼtêda eʼlaleteke giran anîbû, bi dara û şûra. Awa nemamê Wî eʼşeret dabû wan û gotibû: «Ez kʼîjanî ku rʼamûsim, Ew e, Wî bigirin». Hingê Cihûda nêzîkî Îsa bû û gotê: «Silav li Te, dersdar!» û rʼamûsa. Îsa wîrʼa got: «Heval, tê çi bikî zû bike!» Wê gavê ew pêşda hatin, dest avîtine Îsa û Ew girtin. Nişkêva yekî ji ewêd ku tʼevî Îsa bû, rʼabû şûrê xwe kʼişand li xulamê serekkʼahîn xist û guhê wî pekand. Wê gavê Îsa wîrʼa got: «Şûrê xwe bike cî. Kʼî ku şûr hiltîne, ewê bi şûr herʼe. Te tʼirê Ez nikarim ji Bavê Xwe bixwazim wekî pêrʼa-pêrʼa donzdeh ordîya zêdetir milyakʼet bigihîne Min? Lê nivîsar wê çawa bêne sêrî ku dibêjin, gerekê hʼemû aha bin?» Wê gavê Îsa eʼlaletêrʼa got: «Tê bêjî we ser qaçaxekîda girtîye, ku hûn bi dara û şûra hatine Min bigirin? Ne Ez her rʼoj tʼevî we pʼaristgehêda rʼûdiniştim Min hûn hîn dikirin, lê we Ez nedigirtim. Lê ev hʼemû tişt qewimîn, ku nivîsarêd pʼêxembera bêne sêrî». Wê demê hʼemû şagirta Ew hiştin û rʼevîn. Yêd ku Îsa girtin, Ew birine cem Qeyafayê serekkʼahîn, li wî cîyê ku qanûnzan û rʼûspî civîyabûn. Petrûs jî dûrva hʼeta hʼewşa serekkʼahîn pʼê-pʼê pey Wî çû kʼete hindurʼ û li nav nobedara rʼûnişt, ku bizanibe axirî wê çawa be. Serekêd kʼahîna û tʼemamîya civîna giregira jî miqabilî Îsa şeʼdetîke derew digerʼîyan ku Wî bikujin, lê nedîtin. Gelek şeʼdêd derew jî hatin, dîsa nedîtin. Paşê du şeʼdêd derew pêşda hatin û gotin: «Evî got: ‹Ez dikarim pʼaristgeha Xwedê hilşînim û nava sê rʼojada dîsa wê çêkim›». Serekkʼahîn rʼabû ser pʼîya û Wîrʼa got: «Bona van şeʼdetîya ku evana miqabilî Te didin Tu çima cabekê nadî?» Lê Îsa dengê Xwe nekir. Serekkʼahîn dîsa Wîrʼa got: «Ez Te bi Xwedêyê sax didime sondê. Merʼa bêje, Tu yî Mesîh, Kurʼê Xwedê?» Îsa gote wî: «Te bi devê xwe got. Lê Ez werʼa dibêjim, ji vir şûnda hûnê Kurʼê Mêriv li kʼêleka Yê Herî Zor, li milê Wîyî rʼastê rʼûniştî û li ser eʼwrêd eʼzmên tê bibînin». Hingê serekkʼahîn kʼincêd xwe qelaştin û got: «Eva Xwedê bêhurmet dike! Îdî şeʼde çî merʼa ne? Va we bihîst Ewî çawa Xwedê bêhurmet kir! Weva çawa xuya dike?» Wana jî lê vegerʼand û gotin: «Wîrʼa kuştin dikʼeve». Wê gavê tʼûyî rʼûyê Wî kirin, bi kʼulma lêxistin, hineka jî şemaq lê didan û digotinê: «Mesîh, pʼêxembertîyê merʼa bike, kʼa kʼî bû ku Te xist?» Wî çaxî Petrûs derva li hʼewşêda rʼûniştibû. Carîk hate cem wî û gotê: «Tu jî tʼevî Îsayê Celîlê bûyî». Lê ewî li ber hʼemûya înkʼar kir û got: «Ez nizanim tu çi dibêjî». Çaxê ew çû ber dergeh, yeke din ew dît û gote ewêd ku li wir bûn: «Evê han jî tʼevî Îsayê Nisretê bû». Ewî dîsa bi sond înkʼar kir got: «Ez wî merivî nas nakim». Xêlekê şûnda ewêd ku li wir bûn çûne cem Petrûs û gotinê: «Hebe-tʼunebe tu jî ji wan î, çimkî xeberdana te te difiroşe». Hingê ewî nifirʼ xwe kir, sond xwar û got: «Ez wî merivî nas nakim». Wê gavê dîk bang da û Petrûs ew gotina Îsa anî bîra xwe ku wîrʼa gotibû: «Berî bangdana dîk, tê sê cara Min înkʼar kî». Derkʼete derva û kʼele-kʼel girîya. Gava sibeh safî bû, tʼemamîya serekêd kʼahîna û rʼûspîyêd cimeʼtê li hev şêwirîn ku Îsa çawa bidine kuştinê. Ew girêdan, birin dane destê Pîlatoyê welî. Hingê Cihûdayê ku nemamîya Wî kir, dît ku Îsa hate neheqkirinê, pʼoşman bû, ew sî zîv vegerʼande serekêd kʼahîna û rʼûspîya û got: «Min gune kir. Ez bûme sebebê xûna bêsûc». Wana jî gote wî: «Çî merʼa ne? Tu zanî». Ewî jî ew zîv avîtine nav pʼaristgehê, derkʼet çû xwe xeniqand. Serekêd kʼahîna zîv hildan û gotin: «Ne rʼast e ku em van bikine nav xizna pʼaristgehê, çimkî ew heqê xûnê ye». Hingê ew li hev şêwirîn û bi wan zîva Eʼrdê Axînker kʼirʼîn, bona tʼirbêd xerîba. Lema ew eʼrd hʼeta îro jî «Eʼrdê Xûnê» tê gotinê. Hingê ew gotina bi zarê Yêremîya pʼêxember hate sêrî: «Sî zîv qîmet dan, weke wî qîmetê ku hineke ji zarʼêd Îsraêlê qayl bûn û ew dane Eʼrdê Axînker, çawa ku Xudan minrʼa eʼmir kir». Îsa ber welî sekinî, welî ji Wî pirsî û got: «Tu yî pʼadşê cihûya?» Îsa wîrʼa got: «Te bi devê xwe got». Lê çaxê serekêd kʼahîna û rʼûspîya davîtine Wî, Ewî qet caba kesekî neda. Hingê Pîlato Wîrʼa got: «Tu nabihêyî çiqas şikîyatê Te dikin?» Ewî dîsa caba kesekî neda, hʼeta welî jî şaş ma. Eʼdetê welî bû ku li cejinêda bi xwestina eʼlaletê girtîk wanrʼa berʼda. Hingê girtîkî wanî kʼifş hebû, ku navê wî Barabas bû. Gava ku ewana civîyan, Pîlato wanarʼa got: «Hûn kʼîjanî dixwazin ku ez bona we berʼdim, Barabas yan Îsayê ku Mesîh tê gotinê?» Ewî zanibû ku ji dest hʼevsûdîyê Îsa dabûne destê wî. Gava ew li herema dîwanê rʼûniştibû, kʼulfeta wî cab şand û got: «Kʼarê te ewî Bêsûc nekʼetîye, çimkî vê şeva derbazbûyî xewnêda bona Wî gelek tişt ser minrʼa derbaz bûn». Lê serekêd kʼahîna û rʼûspîya eʼlalet rʼazî kir, ku Barabas bixwazin û Îsa unda kin. Welî dîsa wanarʼa got: «Hûn ji van her duya kʼîjanî dixwazin ku ez werʼa berʼdim?» Wana jî got: «Barabas!» Pîlato wanarʼa got: «Lê ez Îsayê ku Mesîh jêrʼa dibêjin çawa bikim?» Hʼemûya jî got: «Bira bê xaçkirinê!» Welî got: «Lê Evî çi xirabî kirîye?» Hingê wana hê kire qîrʼîn û gotin: «Bira bê xaçkirinê!» Pîlato jî dît, wekî tiştek kʼarê nade, lê hê şerʼ û deʼw destpêdibe, av hilda li ber eʼlaletê destêd xwe şûştin û got: «Ez ji xûna Vî bêsûc im. Hûn xwexa binihêrʼin». Û tʼemamîya cimeʼtê caba wî da û got: «Bira xûna Wî li ser me û li ser zarʼêd me be!» Hingê Pîlato Barabas wanarʼa berʼda, lê Îsa da ber qamçîya û da destê wan ku bê xaçkirinê. Hingê eskerêd welî Îsa birine hindurʼê qesirê û tʼemamîya rʼefa eskera ser Wî civîya. Kʼincê Wî jê êxistin û çuxekî sorê gevez lê kirin. Paşê tʼacek ji stirîya vegirtin dane serê Wî û qamîşek jî dane destê Wîyî rʼastê. Hingê ber Wî çok dan, qerfê xwe pê kirin û gotin: «Xweş be, Pʼadşê Cihûda!» Tʼûyî Wî kirin, qamîş hildan serê Wî xistin. Pey qerfkirinêrʼa çuxê sor ji Wî êxistin û kʼincê Wî lêkirin û dane pêşîya xwe birin ku Wî xaç kin. Çaxê ew derkʼetine derva, eskera yekî kûrênî dît ku navê wî Şimhʼûn bû, pʼêyî ser wî kirin ku xaçê Wî hilde. Ewana gihîştine wî cîyê ku jêrʼa Golgota digotin, ku tê feʼmkirinê: «Cîyê Qafa». Şerava zirav tʼevkirî danê ku vexwe. Lê çaxê Ewî teʼm kir, nexwest vexwe. Ew xaç kirin, ser kʼincê Wî pʼeşk avîtin û li nav xweda bela kirin. Paşê wê derê rʼûniştin û nobedarî li Wî kirin. Neheqîya Wî nivîsîn danîn fêza serê Wî: «EV ÎSA, PʼADŞÊ CIHÛYA YE». Hingê du qaçax jî tʼevî Wî hatine xaçkirinê, yek milê rʼastê û yê din milê çʼepê. Ewêd ku wirrʼa diçûn-dihatin Ew bêhurmet dikirin, serê xwe dihʼejandin û digotinê: «Ne Teyê pʼaristgeh hilşanda û sê rʼojada çêkira? De Xwe xilaz ke, heger Tu Kurʼê Xwedê yî! Ji xaç were xwarê!» Usa jî serekêd kʼahîna, qanûnzana û rʼûspîya tʼevayî qerfê xwe Wî dikirin û digotin: «Xelq xilaz kir, lê Xwe nikare xilaz ke! Ev nîne Pʼadşê Îsraêlê? De bira niha ji xaç bê xwarê û emê bawerîya xwe Wî bînin. Gumana Xwe danî ser Xwedê, de bira niha Wî xilaz ke, heger Xwedê ji Wî rʼazî ye, çimkî got: ‹Ez Kurʼê Xwedê me›». Qaçaxêd ku tʼevî Wî hatine xaçkirinê, wana jî usa teʼn li Wî dixistin. Nîvro ji sihʼeta donzdeha hʼeta sihʼeta sisîya tʼemamîya eʼrdê bû teʼrî. Nêzîkî sihʼeta sisîya Îsa bi dengekî bilind kire qîrʼîn û got: «Êlî, Êlî, lama sabaxtanî?» ku tê feʼmkirinê: «Xwedêyê Min, Xwedêyê Min, Te çima Ez hiştim?» Ewê ku nêzîk sekinîbûn, gava ev xeber bihîstin, gotin: «Ew gazî Êlyas dike». Yek ji wan bi lez bezî, lûfika beʼrê hilda sirkêda kir, li ser qamîşekîva danî û da Wî ku vexwe. Lê hinekêd din gotin: «Bisekine. Em bibînin, kʼa Êlyasê bê Wî xilaz ke?» Îsa dîsa bi dengekî bilind kire gazî û rʼuhʼê Xwe da. Hema hingê pʼerʼda pʼaristgehê ji sêrî hʼeta binî qelişî, bû du tîşa. Eʼrd hʼejîya, kevir qelişîn, tʼirb vebûn û gelek mirîyêd buhurtî rʼabûn. Ew ji tʼirba derkʼetin pey rʼabûna Îsarʼa, çûne Bajarê Pîroz û geleka ew dîtin. Çaxê sersed û ewêd ku tʼevî wî nobedarîya Îsa dikirin, eʼrdhʼej û ew hʼemû tiştê qewimî dîtin, rʼisasê ew girtin û gotin: «Rʼastî jî Eva Kurʼê Xwedê bû!» Li wê derê gelek kʼulfet jî hebûn, ku dûrva dinihêrʼîn. Ew ji Celîlê li pey Îsa hatibûn, berdestî Wîrʼa kiribûn. Meryema Mejdelanî, Meryema dîya Aqûb û Ûsiv û dîya her du kurʼêd Zebedî li nav wanda bûn. Berê êvarê merivekî dewletî ji Arîmetyayê hat, ku navê wî Ûsiv bû. Ew jî yek ji şagirtêd Îsa bû. Ew çû cem Pîlato û cinyazê Îsa ji wî xwest. Wê gavê Pîlato eʼmir kir ku cinyaz bê dayînê. Ûsiv cinyaz hilda, qedekê kʼitanîyî paqijda kʼefen kir û danî nav tʼirba xweye nû ku qeyêda kʼolabû. Paşê ewî kevirekî mezin holî ber derê tʼirbê kir û çû. Meryema Mejdelanî û Meryema din li wê derê bûn û pêşberî tʼirbê rʼûniştibûn. Rʼoja din ku pey rʼoja tʼivdarekkirinê bû, serekêd kʼahîna û fêrisîya li cem Pîlato civîyan û gotin: «Em xulam, tê bîra me, ku Ewî derewîn saxtîya Xweda gotibû: ‹Ezê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabim›. Niha eʼmir ke ku hʼeta rʼoja sisîya miqatî tʼirbê bin, nebe ku şagirtêd Wî bên Wî bidizin û cimeʼtêrʼa bêjin: ‹Ew ji mirinê rʼabûye›. Îdî xalifandina paşîyê ji ya pêşîyê xirabtir be». Pîlato wanrʼa got: «Va ne werʼa eskerêd nobedar. Herʼin çawa ku hûn zanin usa jî miqatî tʼirbê bin». Ew jî çûn miqatî tʼirbê bûn, kevir mor kirin û eskerêd nobedar li ber danîn. Pey şemîyêrʼa, rʼoja yekşemê serê sibehê zû Meryema Mejdelanî û Meryema din hatin ku tʼirbê bibînin. Nişkêva eʼrd qayîm hʼejîya, çimkî milyakʼetekî Xudan ji eʼzmên hate xwarê, kevir ji ber tʼirbê wêda kir û ser rʼûnişt. Dîndara wî mîna birûskê bû û kʼincê wî mîna berfê sipî bûn. Nobedar ji tirsa wî tʼevîhev bûn û bûne mîna mirîya. Milyakʼet wan kʼulfetarʼa got: «Netirsin! Ez zanim hûn li Wî Îsayî digerʼin, Yê ku hate xaçkirinê. Ew ne li vir e, çimkî Ew ji mirinê rʼabûye, çawa ku Ewî gotibû. Werin wî cîyê ku Ew pʼaldayî bû bibînin. Zû herʼin bêjine şagirtêd Wî: ‹Ew ji mirinê rʼabûye û Ewê berî we herʼe Celîlê. Li wir hûnê Wî bibînin›. Va ye min werʼa got». Ew bi xof û eşqeke mezin lez ji tʼirbê derkʼetin û lezandin ku şagirtarʼa bêjin. Nişkêva Îsa rʼastî wan hat û got: «Silav li we!» Ewana nêzîkî Wî bûn, xwe avîtine nigêd Wî girtin û serê xwe ber danîn. Hingê Îsa wanarʼa got: «Netirsin! Herʼin bêjine birêd Min, ku ew herʼine Celîlê û li wir wê Min bibînin». Çaxê ku kʼulfet çûn, hinek ji nobedara hatine bajêr û tiştêd ku qewimîbûn serekêd kʼahînarʼa gotin. Serekêd kʼahîna tʼevî rʼûspîya civîyan û şêwirîn. Paşê wana gelek pʼere dane nobedara û gotin: «Bêjin: ‹Çaxê em xewêda bûn, şagirtêd Wî hatin Ew dizîn›. Û heger ev tişt bigihîje guhê welî, emê wî rʼazî kin û we bêxem kin». Wana jî pʼere hildan û usa kirin, çawa ku hatibûne hînkirinê. Û ev gotin li nav cihûyada hʼeta rʼoja îro bela bûye. Her yanzdeh şagirt jî çûne Celîlê wî çʼîyayê ku Îsa wanrʼa gotibû. Gava ku dîtin, serê xwe ber Wî danîn, lê hinek jî dudilî bûn. Îsa nêzîkî wan bû, wanrʼa xeber da û got: «Hʼemû hʼukumê eʼrd û eʼzmên Minrʼa hate dayînê. Niha herʼin hʼemû mileta hîn kin û wana bi navê Bav, Kurʼ û Rʼuhʼê Pîroz binixumînin û wan hʼemû tʼemîyêd ku Min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin. Ez va îroda her tʼim hʼeta axirîya dinyayê tʼevî we me!» Mizgînîya Îsa Mesîhê Kurʼê Xwedê bi vî tiherî destpêbû: Çawa ku kʼitêba Îşaya Pʼêxemberda hatîye nivîsarê: «Va ye Ezê qasidê Xwe pêşîya Teva bişînim. Ewê bona Te rʼê hazir ke». «Dengek berʼîyêda dike gazî: ‹Rʼîya Xudan hazir bikin û şiverʼîyêd Wî rʼast bikin› ». Awa Yûhʼenna berʼîyêda xuya bû, cimeʼt dinixumand û dannasîn dikir, ku ji gunekirinê vegerʼin û bêne nixumandinê, wekî gunêd wan bêne baxşandinê. Ji hʼemû welatê Cihûstanê û tʼemamîya cimeʼta Orşelîmê dihate cem wî, gunêd xwe didane rʼûyê xwe û çʼemê Ûrdunêda bi destê wî dinixumîn. Yûhʼenna kʼinceke ji pirʼçʼa devê li xwe kiribû û li pişta xwe jî qayîşeke çʼerm girêdabû. Xwarina wî kulî û hingivê çolê bû. Ewî dannasîn dikir û digot: «Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me, ku ta bim û benê çarixê Wî jî vekim. Min hûn bi avê nixumandin, lê Ewê we bi Rʼuhʼê Pîroz binixumîne». Û wan rʼojada Îsa ji bajarê Nisreta Celîlê hat û bi destê Yûhʼenna çʼemê Ûrdunêda hate nixumandinê. Hema çawa Îsa ji avê derkʼet, dît ku eʼzman vebûn û Rʼuhʼ mîna kevotkekê li ser Wî danî. Û dengek ji eʼzmana hat û got: «Tu Kurʼê Minî delal î Ez ji Te rʼazî me». Wê gavê Rʼuhʼ berê Îsa da berʼîyê. Ew çil rʼojî li berʼîyê ma û ji mîrêcin hate cêrʼibandinê. Ew tʼevî rʼeʼwira bû û milyakʼeta jêrʼa berdestî kirin. Pey girtina Yûhʼennarʼa Îsa çû qeza Celîlê û dest bi dannasînîya Mizgînîya Xwedê kir û digot: «Wext pêrʼa gihîştîye, Pʼadşatîya Xwedê nêzîk bûye, ji gunekirinê vegerʼin û bawerîya xwe Mizgînîyê bînin!» Gava Îsa li devê gola Celîlê digerʼîya, rʼastî Şimhʼûn û Endrawisê birê wî hat. Wana tʼorʼ davîte golê, çimkî meʼsîgir bûn. Îsa gote wan: «Pey Min werin, Ezê we bikime nêçʼîrvanêd meriva». Wana jî hema wê demê tʼorʼêd xwe hiştin û pey Wî çûn. Dema ku Îsa ji wî cîyî hinekî pêşda çû, rʼastî kurʼêd Zebedî, Aqûb û Yûhʼennayê birê wî hat. Wana qeyikêda tʼorʼêd xwe hîvêz dikirin. Hingê Îsa gazî wan kir, wana jî bavê xwe Zebedî tʼevî pʼala qeyikêda hişt û pey Wî çûn. Ew gihîştine Kefernahûmê. Îsa wê rʼoja şemîyê rʼast kʼete kʼinîştê û dest bi hînkirinê kir. Ewana li ser hînkirina Wî zendegirtî mabûn, çimkî Ewî mîna yekî xweyîhʼukum ew hîn dikirin, ne ku mîna qanûnzana. Hingê kʼinîşta wanda merivek hebû, ku rʼuhʼê hʼeramva girtî bû. Wî kire qîrʼîn û got: «Tu çi ji me dixwazî, ya Îsayê Nisretê? Tu hatîyî qirʼa me bînî? Ez zanim Tu kʼî yî. Tu Pîrozê Xwedê yî!» Îsa lê hilat û got: «Kerʼ be û jê derkʼeve!» Hingê rʼuhʼê hʼeram ew veçʼirʼikand û bi dengekî bilind kire qîrʼîn û jê derkʼet. Hʼemû zendegirtî man, hevrʼa kʼetine pirs-pirsîyara û digotin: «Ev çi yek e? Çi hînkirineke nû ye! Bi hʼukum Ew eʼmirî li rʼuhʼêd hʼeram dike û ew jî êlimî Wî dibin». Û nav û dengê Îsa pêrʼa-pêrʼa hʼemû dor-berêd Celîlê bela bû. Gava ku Îsa ji kʼinîştê derkʼet, tʼevî Aqûb û Yûhʼenna rʼast çûne mala Şimhʼûn û Endrawis. Xwesîya Şimhʼûn tʼayêda pʼaldayî bû. Hingê bona wê Îsarʼa gotin. Îsa jî çû nêzîk, destê wê girt rʼakir û tʼayê jê berʼda, rʼabû berdestî wanrʼa kir. Êvarê, gava rʼo çû ava, hʼemû nexweş û yêd cinakʼetî anîne cem Wî. Tʼemamîya cimeʼta bajêr li ber dêrî civîya. Îsa gelek merivêd bi nexweşîyêd cûrʼe-cûrʼe qenc kirin. Gelek cin jî derxistin û nedihişt ku cin xeber din, çimkî cina zanibû ku Ew Kʼî ye. Qereberbanga sibehê rʼabû, derkʼet çû cîkî xewle û wir dua kir. Şimhʼûn û yêd tʼevî Wî li Îsa gerʼîyan û gava ku wan Ew dît, gotinê: «Hʼemû li Te digerʼin». Îsa wanrʼa got: «Em herʼine gund-bajarêd nêzîk, wekî Ez li wan dera jî dannasîn kim, çimkî Ez bona vê yekê hatime». Û li tʼemamîya Celîlê digerʼîya, kʼinîştêd wanda dannasîn dikir û cin derdixistin. Û yekî kʼotî hat, li ber Îsa çok da, rʼeca jê kir û gotê: «Heger Tu bixwazî, dikarî min paqij kî». Gunê Îsa pê hat, destê Xwe dirêj kir lê kʼet û gotê: «Ez dixwazim. Paqij be!» Û pey vê gotinêrʼa destxweda kʼotîbûn jê çû û ew paqij bû. Îsa pêrʼa-pêrʼa ew derxiste der, hʼişk tʼemî li wî kir û wîrʼa got: «Binihêrʼe tʼu kesîrʼa tiştekî nebêjî, lê herʼe xwe nîşanî kʼahîn ke û çawa ku Mûsa tʼemî daye, hʼedîya xwe bide, wekî hʼemûyarʼa bibe şeʼdetî, ku tu paqij bûyî». Lê ew meriv derkʼet destpêkir aşkere got û eva yeka bela kir, usa ku Îsa îdî nikaribû aşkere biçûya bajarekî, lê ji bajêr der li cîyêd xewle dima. Û cimeʼt ji her alîyava dihatine cem Wî. Pey çend rʼojarʼa Îsa vegerʼîya Kefernahûmê. Hingê hate bihîstinê, ku Ew malda ye. Malêda haqas meriv civîyan, hʼeta ku li ber dêrî jî cî-sitʼar tʼunebû. Îsa xebera mizgînîyê ew hîn dikirin. Û meriv hatin, ji nav wanda çar meriva şilûşeʼtek hildabûn danîne cem Îsa. Lê ji dest eʼlaletê rʼê nedîtin ku nêzîkî Îsa bûna, wana banê xanîyê ku Îsa têda bû qul kir û merivê şilûşeʼt berʼêva daxistine jêrê. Gava ku Îsa bawerîya wan dît, gote yê şilûşeʼt: «Lawo, gunêd te hatine baxşandinê». Ji qanûnzana hinek wira rʼûniştibûn û dilê xweda digotin: «Evî han çima usa xeber dide? Eva nigê xwe Xwedêrʼa davêje! Pêştirî Xwedê kʼî dikare guna bibaxşîne?» Destxweda rʼuhʼê Îsava eʼyan bû ku evana aha difikirin, Ewî got: «Hûn çima tiştêd aha dilê xweda difikirin? Kʼîjan rʼihʼet e, şilûşeʼtrʼa bêjin: ‹Gunêd te hatine baxşandinê?› yan bêjinê: ‹Rʼabe berʼa xwe hilde û bigerʼe?› Lê wekî hûn bizanibin ku hʼukumê Kurʼê Mêriv heye li ser eʼrdê guna bibaxşîne…» gote yê şilûşeʼt: «Ez terʼa dibêjim, rʼabe berʼa xwe hilde, herʼe mala xwe». Ew jî pêrʼa-pêrʼa li ber çʼeʼvê her kesî rʼabû, berʼa xwe hilda, derkʼet û çû. Hʼemû jî hʼeyîrî man, şikirî dane Xwedê û gotin: «Me tiştekî usa tʼu car nedîtîye!» Îsa dîsa çû devê golê. Tʼemamîya eʼlalet dihate cem Wî û Ewî jî ew hîn dikirin. Çaxê Îsa rʼêda çû, Lêwîyê kurʼê Halfawo li cîyê xerchildanê rʼûniştî dît û gotê: «Pey Min were». Ew jî rʼabû pey Îsa çû. Gava Îsa mala Lêwîda ser sifrê bû, gelek xercgir û gunekʼar tʼevî Wî û şagirtêd Wî li ser sifrê rʼûniştibûn, çimkî yêd pey Wî diçûn gelek bûn. Gava qanûnzanêd ji nava fêrisîya dîtin ku Îsa tʼevî xercgir û gunekʼara li ser sifrê rʼûniştî ye, ji şagirtêd Wî pirsîn: «Çima Ew tʼevî xercgir û gunekʼara dixwe û vedixwe?» Çaxê Îsa bihîst, wanrʼa got: «Saxlem ne hʼewcê hʼekîm in, lê nexweş. Ez ne hatime gazî yêd rʼast kim, lê gazî gunekʼara». Carekê şagirtêd Yûhʼenna û fêrisîya rʼojî digirtin. Çend meriv hatine cem Îsa û jê pirsîn: «Çima şagirtêd Yûhʼenna û yêd fêrisîya rʼojîya digirin, lê şagirtêd Te rʼojî nagirin?» Îsa gote wan: «Hʼeta zeʼva tʼevî wan e, gelo dibe ku xwendîyêd deʼwatê rʼojî bigirin? Hʼeta zeʼva tʼevî wan e, ew nikarin rʼojî bigirin! Lê rʼoj wê bên, gava zeʼva ji wan bê hildanê, hingê wê rʼojê wê rʼojî bigirin. Tʼu kes pê pʼarçʼê nû kʼinca kevin pʼîne nake. Heger usa bike, pʼarçʼê kʼinca kevinva dirûtî wê zorê li kʼinca kevin bike û cîyê qelişî wê hê li ber hevva herʼe. Û ne jî kesek şerava nû dike meşkêd kevin. Heger usa bike, şerava nû wê meşka bitʼeqîne, hin şeravê unda be, hin jî meşk. Lê şerava nû dikine meşkêd nû». Îsa rʼojeke şemîyê nava zevîyarʼa derbaz dibû û şagirtêd Wî rʼêva destpêkirin simbilêd gênim çinîn. Fêrisîya Îsarʼa got: «Binihêrʼe! Çima şagirtêd Te tiştê necayîzî rʼoja şemîyê dikin?» Îsa li wan vegerʼand û got: «We qet nexwendîye ku Dawid ji hʼewcetîyê çi kir, gava ew û yêd pêrʼa birʼçî bûn? Ew wextê Evyatarê serekkʼahînda kʼete Xana Xwedê û nanê Xwedêrʼa dayî xwar, ku ew nan pêştirî kʼahîna ne cayîz bû yekî din bixwara. Serda jî ew nan da yêd tʼevî xwe». Paşê ser gotina Xweda zêde kir gote wan: «Rʼoja şemîyê bona însên hate danînê, ne ku însan bona rʼoja şemîyê! Awa gotî Kurʼê Mêriv Xudanê rʼoja şemîyê ye jî». Û Îsa dîsa kʼete kʼinîştê. Li wê derê merivek hebû, ku destê wî kʼişîyabû. Û çʼeʼvê hineka ser Wî bû, gelo rʼoja şemîyê Ewê wî qenc ke yan na, wekî xeyba Wî bikin. Îsa merivê destkʼişîyayîrʼa got: «Rʼabe vê govekê bisekine!» Paşê wanrʼa got: «Rʼoja şemîyê qencîkirin cayîz e, yan xirabîkirin? Rʼuhʼekî xilaz kin, yan unda kin?» Lê wan deng nekir. Îsa bi hêrs li dora Xwe nihêrʼî, bona serhʼişkîya wan ber Xwe kʼet û wî merivîrʼa got: «Destê xwe dirêj ke». Ewî jî dirêj kir û destê wî dîsa qenc bû. Fêrisî derkʼetine derva û pêrʼa-pêrʼa tʼevî Hêrodesîya şêwirîn, ku çawa Wî bidine kuştinê. Îsa tʼevî şagirtêd Xwe çû devê golê. Ji Celîlê eʼlaleteke giran pey Wî çû. Gava ku wana kirinêd Wî bihîstin, ji Cihûstanê, Orşelîmê, Îdûmeyayê, wî alîyê Ûrdunêyî rʼohilatê, usa jî ji qeza Sûr û Saydê gelek meriv hatine cem Wî. Û Îsa ji dest eʼlaletê şagirtêd Xwerʼa got, ku Wîrʼa qeyikekê hazir kin, wekî nekʼeve li ber deʼfa. Çimkî Îsa gelek meriv qenc kirin, usa ku yêd nexweş tʼopî ser dibûn, wekî destê xwe bidana Wî. Dema ku rʼuhʼêd hʼeram Ew didîtin, li ber Wî deverʼûya xwe davîtine eʼrdê, dikirine qîrʼîn û digotin: «Tu Kurʼê Xwedê yî!» Lê Îsa hʼişk tʼemî li wan dikir, ku bona Wî nekine dengî. Îsa hilkʼişîya çʼîyê û merivêd ku Wî dixwestin gazî cem Xwe kirin. Ew jî çûne cem Wî. Ewî donzdeh meriv bijartin, navêd wan «şandî» danî, ku tʼevî Wî bimînin û wan bişîne, wekî dannasîn kin. Û hʼukum da wan ku cina derxin. Her donzdehêd bijartî ev in: Şimhʼûn (ku navê wî kire Petrûs), Aqûbê Zebedî û Yûhʼennayê birê wî, (ewî navê Boanerces li wan kir, ku tê feʼmkirinê: «Kurʼêd Gurʼînîya Eʼzmên») Endrawis, Fîlîpo, Bertolomeyo, Metta, Tʼûma, Aqûbê kurʼê Halfawo, Tedayo, Şimhʼûnê welatpʼarist û Cihûdayê Îsxeryotî yê ku bû nemamê Îsa. Paşê Îsa çû malekê. Dîsa haqas eʼlalet civîya, hʼeta ku nikaribûn nanê xwe jî bixwarana. Gava yêd ji xûn û qinêta Wî bihîstin, derkʼetin Wî bigirin, çimkî wana digot: «Ewî hʼişê Xwe unda kirîye!» Û ew qanûnzanêd ku ji Orşelîmê berjêr bibûn, digotin: «Belzebûl Wîda heye! Ew bi hʼukumê serwêrê cina cina derdixe!» Îsa jî ew gazî cem Xwe kirin û bi mesela wanrʼa got: «Mîrêcin çawa dikare xwexa xwe derxe? Heger nav pʼadşatîkêda tʼifaq tʼunebe, ew nikare bimîne. Mala ku bêtʼifaqî bikʼevê, ew mal nikare bimîne. Heger mîrêcin rʼabe himberî xwe û bibe dutîretî, ew nikare bimîne, lê belê wê xilazîya wî bê. Lê belê tʼu kes nikare bikʼeve mala mêrxasekî û hebûka wî tʼalan ke, heger pêşîyê wî mêrxasî girênede. Gava girêda, hingê wê bikaribe mala wî tʼalan ke. Ez rʼast werʼa dibêjim, her gune û her gotina xirab ku bêjin wê li bendêd dinê bêne baxşandinê, lê kʼî ku gotineke xirab miqabilî Rʼuhʼê Pîroz bêje, tʼu car li wî nayê baxşandinê. Ewê bi wî guneyî hʼeta-hʼetayê sûcdar be». Îsa ev yek got, çimkî wan digot: «Rʼuhʼê hʼeram Wîda heye». Hingê dê û birayêd Îsa hatin, li derva sekinîn, yek şandine pey Wî û gazî Wî kirin. Eʼlaleta ku li dora Wî rʼûniştibû gote Wî: «Va dîya Te û birayêd Te derva pirsa Te dikin». Îsa caba wan da û got: «Dîya Min û birayêd Min kʼî ne?» Hingê li yêd dora Xwe rʼûniştî nihêrʼî û got: «Va ne dê û birayêd Min! Her kesê ku xwestina Xwedê bîne sêrî, ew e birê Min, xûşka Min û dîya Min». Îsa dîsa li devê golê dest bi hînkirinê kir. Eʼlaleteke usa mezin li dora Wî civîya, kʼerba Ew kʼete qeyika li ser golê û rʼûnişt. Tʼemamîya eʼlaletê li devê golê bû û Wî bi mesela ew hînî gelek tişta dikirin. Hînkirina Xweda got: «Guhdarî! Tʼoximrʼeş rʼabû çû ku tʼoxim birʼeşîne. Çaxê ewî tʼoximê xwe dirʼeşand, hinek jê kʼetine devê rʼê, teyrede hatin û ew xwarin. Û hinek kʼetine ser eʼrdê kevirî, li wir ku xwelî kêm bû. Ew zû şîn bûn, çimkî telaşê xwelîyê ne kʼûr bû. Çaxê teʼv derkʼet, ew çʼilmisîn û çimkî rʼawêd wan tʼunebûn, hʼişk bûn. Û hinekêd din kʼetine nava stirîya, stirî rʼabûn ew xeniqandin û ber nedan. Û hinekêd din jî kʼetine nava eʼrdê qenc û şîn bûn, mezin bûn û hineka sî, hineka şêst, hineka sed car ber dan». Û Îsa wanrʼa got: «Guhê kʼêyî bihîstinê heye bira bibihê». Gava Îsa tʼenê ma, yêd dora Wî girtibûn tʼevî her donzdeha, bona van mesela jê pirsîn. Ewî caba wan da û got: «Werʼa hatîye dayînê ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Xwedê bizanibin, lê bona wan, yêd ku derva ne, her tişt bi mesela tê gotinê, wekî: ‹Çiqasî binihêrʼin jî, nebînin, çiqasî bibihên jî, feʼm nekin, wekî nebe ku vegerʼin û li wan bê afûkirinê› ». Hingê Îsa wanrʼa got: «Hûn vê meselê feʼm nakin? Lê îdî hûnê hʼemû mesela çawa feʼm bikin? Tʼoximrʼeş xeberê dirʼeşîne. Ewêd li devê rʼê ku xeber lê tê çandinê, ew in, ku gava dibihên, pêrʼa-pêrʼa mîrêcin tê û xebera dilê wanda çandî derdixe. Ewêd li ser eʼrdê kevirî ew in, ku gava xeberê dibihên, ew zû bi eşq û şa wê qebûl dikin, lê çimkî rʼawêd wan tʼunene, ew dirêj tʼaw nakin. Û gava bona xeberê rʼastî tengasîya yan zêrandinê tên, zû ji rʼê dikʼevin. Û ewêd nava stirîyada hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên, xemêd vê dinyayê, derewêd dewletîyê û xwestina tiştêd din dikʼevine navê û xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin. Û ewêd eʼrdê qencda hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên, qebûl dikin, hinek sî, hinek şêst û hinek jî sed car ber didin». Û Îsa wanrʼa got: «Gava çʼirê tînine hindurʼ, bona çi tînin? Bona bin selikê, yan bona bin nivînê? Ne tînin ku daynine ser pʼêçʼirê? Tʼu tiştê veşartî tʼuneye ku neyê aşkerekirinê û ne jî tiştekî dizîva heye ku nekʼeve ber rʼonayê. Guhê kʼêyî bihîstinê heye bira bibihê». Îsa wanrʼa got: «Dîna xwe bidine tiştêd ku hûn dibihên. Hûn bi çi çapê bipîvin, bi wê pîvanê jî wê werʼa bê pîvanê û serda jî wê hê zêde be. Çimkî kʼêrʼa ku heye, wê hê lê zêde be û kʼêrʼa ku tʼune, çi heye jî wê jê bê standinê». Û Îsa got: «Pʼadşatîya Xwedê mîna vê yekê ye: Merivek tʼoxim dirʼeşîne nav eʼrdê. Û şev û rʼoj rʼadizê, rʼadibe, tʼoxim şîn dibe, bilind dibe û xwexa pê nahʼese ku ev çawa dibe. Eʼrd ji xwe ber dide, pêşîyê zîl, paşê simbil, peyrʼa jî genimê gihîştî simbilda. Gava ku ber digihîje, meriv îdî deʼsê davêjê, çimkî dema nandirûnê pêrʼa gihîştîye». Û Îsa got: «Em Pʼadşatîya Xwedê mîna çi bişibînin? Yan jî em wê bi kʼîjan meselê şirovekin? Ew mîna hʼebeke tʼoximê xerdalê ye ku ji hʼemû tʼoximêd ku ser eʼrdê têne çandinê hûrtir e. Lê gava ew tê çandinê digihîje, ji hʼemû pʼincarʼa mestir dibe û çʼiqilêd mezin dide, usa ku teyredêd eʼzmên dikarin xwe bidine bin sîya wê». Bi gelek meselêd bi vî awayî wanrʼa haqas xeber dida, çiqas ku wana dikaribû feʼm bikira. Bê mesele wanrʼa tiştek nedigot, lê şagirtêd Xwerʼa başqe her tişt şirovedikir. Wê rʼojê, gava rʼo çû ava, Îsa şagirtêd Xwerʼa got: «Em derbazî wî berî golê bin». Şagirt ji eʼlaletê qetîyan, kʼetine wê qeyika ku Îsa têda bû û wana Ew tʼevî xwe bir. Qeyikêd din jî tʼevî Wî bûn. De îjar firtoneke mezin li wan rʼabû, pêla usa li qeyikê dixist, ku îdî ew bû bi avê tʼijî bibûya. Lê Îsa paşîya qeyikêda serê Xwe danîbû ser beʼlgî û rʼazabû. Wana Ew hʼişyar kir û gotinê: «Dersdar, ne xema Teye ku em unda dibin?» Îsa rʼabû, li bayê hilat û eʼmirî ser golê kir got: «Bisekine, kerʼ be!» Firtonê danî û hʼemû tişt seqirʼîn. Îsa wanrʼa got: «Hûn çima ditirsin? Hê çawa bawerîya we tʼune?» Saweke giran li wana girt û hevdurʼa gotin: «Gelo ev kʼî ye, ku ba û gol jî êlimî Wî dibin?» Ewana derbazî wî berî gola Celîlê bûn û gihîştine tʼopraxêd Girasînê. Gava ku Îsa ji qeyikê derkʼet, hingê ji nav gorʼistana merivek rʼastî Wî hat, ku rʼuhʼê hʼeram pêrʼa bû. Ew nav gorʼistanada dima û tʼu kesî îdî nikaribû bi zincîra jî ew girêda. Çimkî gelek cara ew bi qeyd û zincîra girêdabûn, lê wî zincîr qetandibûn û qeyd şkênandibûn. Tʼu kesî nikaribû ew zeft bikira. Tʼimê şev û rʼoj gorʼistanada û serê çʼîya dikire qîrʼîn, pê kevira xwe birîndar dikir. Gava ewî dûrva Îsa dît, bezî, xwe avîte ber niga û bi dengekî bilind kire qîrʼîn û gotê: «Tu çi ji min dixwazî, Îsayê Kurʼê Xwedêyê Herî Jorin? Tu xatirê Xwedê kî, min nede cefê!» Ewî ev yek digot, çimkî Îsa digotê: «Hey rʼuhʼê hʼeram! Ji vî merivî derkʼeve!» Îsa jê pirsî û got: «Navê te çi ye?» Ewî jî got: «Navê min Kʼomesker e, çimkî em gelek in». Û gelekî rʼeca ji Îsa dikir, ku wan ji wê tʼopraxê dernexe. Wir li sîngê çʼîyê sûrîkî berazayî mezin diçʼêrîya. Rʼuhʼêd hʼeram rʼeca ji Îsa kirin û gotin: «Me bişîne nava beraza, em bikʼevine nava wan». Ewî jî îzin da wan, rʼuhʼêd hʼeram derkʼetin û kʼetine nava beraza. Ew sûrî nêzîkî du hʼezar beraza bû, ew jorda rʼevî, xwe ji kendêlda avîtine golê û xeniqîn. Berazvan rʼevîn çûne bajar û gunda, ev yek gilî kirin. Û binelî hatin ku tiştêd bûyî bibînin. Û hatine cem Îsa, dîna xwe danê, wê ew merivê cinakʼetîyî ku kʼomeskereke cina pêrʼa bû, kʼincê wî lê, ser hʼişê xweda hatî rʼûniştî ye. Hingê ew tirsîyan. Ewêd ku ev yek dîtibûn cimeʼtêrʼa gilî kirin, ku çi hate serê wî cinakʼetî û beraza. Hingê wana rʼeca ji Îsa kir, ku Ew ji eʼrdê wan herʼe. Gava Îsa kʼete qeyikê, ewî ku cinakʼetî bû, rʼeca jê kir, ku tʼevî Wî herʼe. Lê Îsa nehişt û jêrʼa got: «Vegerʼe mala xwe û neferêd mala xwerʼa bêje, ku Xudan bona te çi kir û çawa li te hate rʼeʼmê». Ew jî çû û destpêkir çi ku Îsa bona wî kiribû qeza Dêkapolîsêda bela kir û her kes eʼcêbmayî dima. Gava Îsa dîsa bi qeyikê derbazî wî berê din bû, eʼlaleteke giran li dora Wî civîya. Gava Ew li devê golê bû, yekî ji serwêrêd kʼinîştê ku navê wî Yayîro bû hate cem Wî, gava wî Îsa dît, xwe avîte nigêd Wî, gelek rʼeca jê kir û got: «Qîzika min li ber mirinê ye. Were û destêd Xwe dayne ser wê, ku qenc be û bijî». Îsa rʼabû tʼevî wî çû. Eʼlaleteke giran pey Wî diçû û tengasî didane Wî. Wir kʼulfetek jî hebû, ku donzdeh salê wê bûn, ser xûnê vebibû. Ewê gelekî destê hʼekîmada kʼişandibû û hʼemû hebûka xwe xerc kiribû, lê tʼu çʼare lê nebibû û serda hê xirab bibû. Ewê derheqa Îsada bihîst, piştêva hate nava eʼlaletê û li kʼincê Wî kʼet. Çimkî ewê dilê xweda digot: «Heger ez tʼenê kʼincê Wî jî kʼevim, ezê qenc bim». Û pêrʼa-pêrʼa xûn jê çʼikîya û bedena xweda tʼexmîn kir, ku ji êşa xwe qenc bû. Îsa destxweda pê hʼesîya ku qewatek jê çû, nav eʼlaletêda zivirʼî û pirsî: «Kʼê li kʼincêd Min kʼet?» Şagirtêd Wî gotin: «Tu dibînî ku eʼlalet tengasîyê dide Te, lê Tu dibêjî: ‹Kʼê li Min kʼet?›» Lê Îsa dor-berê Xwe dinihêrʼî ku bibîne, kʼê ev yek kir. Hingê kʼulfet li xwe hʼesîya ku çi li wê qewimî, bi tirsê û lerizekê hat xwe avîte ber Wî û her tişt rʼast got. Îsa wêrʼa got: «Eʼvdê! Bawerîya te tu qenc kirî. Bi xêr û silamet herʼe û ji êşa xwe qenc be». Îsa hê xeber dida, ji mala serwêrê kʼinîştê meriv hatin û gotin: «Qîza te mir, îdî zeʼmetê nede Dersdar». Lê Îsa guh neda gotina wan, wî serekê kʼinîştêrʼa got: «Netirse, tʼenê bawer bike!» Ewî nehişt ku kes pey Wî herʼe, pêştirî Petrûs, Aqûb û Yûhʼennayê birê wî. Çaxê gihîştine mala serekê kʼinîştê, Îsa dît wê hêwerza wan e, digirîn û dikine qarʼe-qarʼ. Gava Ew kʼete hindurʼ, wanrʼa got: «Çima hûn dikin qalme-qalm û digirîn? Zarʼ nemirîye, lê hênijîye». Wana qerfê xwe pê dikir. Lê Îsa hʼemû derxistine derva, dê û bavê qîzikê tʼevî her sê şagirtêd Xwe hildan û kʼete cîyê ku qîzik lê bû. Destê qîzikê girt û gote wê: «Talîta qûm!» ku tê feʼmkirinê: «Qîzik, ez terʼa dibêjim, rʼabe!» Qîzik pêrʼa-pêrʼa rʼabû û gerʼîya. Ew donzdeh salî bû. Ewêd ku dîtin hʼişê serê wan çû. Îsa hʼişk tʼemî li wan kir, ku vê yekê kesîrʼa nebêjin û wanrʼa got, ku xwarinê bidine wê. Îsa ji wira derkʼet û çû cî-miskʼenê Xwe. Şagirtêd Wî jî pey Wî çûn. Çaxê rʼoja şemîyê hat, Wî kʼinîştêda dest bi hînkirinê kir û geleka ku bihîst zendegirtî mabûn û digotin: «Evî merivî ev tişt ji kʼu anîne? Ev çi serwaxtî ye ku jêrʼa hatîye dayînê? Û ev çi kʼeremet in ku bi destê Wî diqewimin? Ne Ev necar e? Ne Ev kurʼê Meryemê û birê Aqûb, Yûsês, Cihûda û Şimhʼûn e? Ne xûşkêd Wî li vir nav meda ne?» Bi vî awayî ew ji Wî çûn. Îsa wanrʼa got: «Pʼêxember tʼu cîyî ne bêqedir e, pêştirî nava cî-miskʼenê xwe, merivêd xwe û mala xweda». Ewî li wê derê nikaribû tʼu kʼeremet bikira, tʼenê destê Xwe danî ser çend nexweşa û ew qenc kirin. Ew ser nebawerîya wan eʼcêbmayî ma. Îsa li gundêd dor-bera digerʼîya û hîn dikir. Wî her donzdeh gazî cem Xwe kirin, destpêkir ew cot-cot şandin û hʼukumê li ser rʼuhʼêd hʼeramrʼa da wan. Tʼemî da wan û got: «Bona rʼê, pêştirî şivdara destê xwe tʼu tiştî xwerʼa hilnedin: Ne nan, ne tûrik û ne jî pʼera ber pişta xweda. Çarixêd xwe bikine pʼîyê xwe, lê du dest kiras xwerʼa hilnedin». Serda zêde kir gote wan: «Ew mala ku hûn bikʼevinê, wê malêda jî bimînin, hʼeta hûn ji wî cîyî derkʼevin. Ew cîyêd ku we qebûl nekin û guhdarîya gotina we nekin, ji wir derkʼevin û tʼoza nigêd xwe dawşînin, wekî wanarʼa bibe şeʼdetî». Ew jî rʼê kʼetin çûn û dannasîn dikirin ku meriv ji gunekirinê vegerʼin. Wana gelek cin derdixistin û rʼûn li gelek nexweşa didan û ew qenc dikirin. Hêrodes pʼadşa ev yek bihîst, çimkî nav û dengê Îsa derkʼetibû. Hineka digot: «Eva Yûhʼennayê nixumdar e ji nav mirîya rʼabûye. Lema jî pê wî kʼeremet têne kirinê». Lê hineka jî digot: «Eva Êlyas e». Hinekêd din jî digotin: «Eva pʼêxemberekî mîna pʼêxemberêd berê ye». Lê gava Hêrodes ev yek bihîst, got: «Eva ew Yûhʼenna ye, yê ku min serê wî lêxistîye, ji nav mirîya rʼabûye!» Lema Hêrodîyayê kʼîn Yûhʼennarʼa dajot, dixwest wî bide kuştinê, lê nikaribû, çimkî Hêrodes ji Yûhʼenna ditirsîya û ew xwey dikir. Ewî zanibû ku Yûhʼenna merivekî rʼast û buhurtî ye. Gava ku guhdarîya gotina wî dikir, serê wî tʼevîhev dibû, lê dîsa bi hʼewas guh dida gotina wî. Awa carekê mecal vebû. Hêrodes bona rʼoja bûyîna xwe, eʼsilzada, serhʼezarêd eskera û giregirêd Celîlêrʼa mesref danî. Gava qîza Hêrodîyayê kʼete hindurʼ û rʼeqisî, ev yek li dilê Hêrodes û tʼeglîfkirîyêd li ser sifrê rʼûniştî xweş hat. Hingê pʼadşê gote qîzikê: «Tu ji min çi bixwazî, ezê bidime te». Û wî jêrʼa sond xwar got: «Tu ji min çi bixwazî, ezê bidime te, hʼeta nîvê pʼadşatîya xwe jî!» Qîzik derkʼete derva û çû ji dîya xwe pirsî: «Ez çi bixwazim?» Dîya wê jî got: «Serê Yûhʼennayê nixumdar». Qîzikê lezand çû cem pʼadşê û xwestina xwe jêrʼa got: «Ez dixwazim ku tu niha serê Yûhʼennayê nixumdar li ser sinîyê bidî min». Pʼadşa gelekî ber xwe kʼet, lê çimkî li ber tʼeglîfkirîya sond xwaribû, nexwest sozê xwe betal kira. Pʼadşê pêrʼa-pêrʼa eʼmirî ser celat kir, ku herʼe serê Yûhʼenna bîne. Celat jî çû kelêda, serê wî lêxist û li ser sinîyê anî û da keçʼikê. Ewê jî ew hilda bir da dîya xwe. Gava şagirtêd Yûhʼenna ev yek bihîstin, hatin cinyazê wî birin kirine tʼirbê. Û şandî vegerʼîyane cem Îsa, hʼemû tiştêd ku kiribûn û hîn kiribûn jêrʼa gotin. Îsa wanrʼa got: «De werin em tʼenê herʼine cîkî xewle û hinekî rʼihʼet bin». Çimkî gelek dihatin û diçûn, wana mecal nedidît ku nanê xwe jî bixwarana. Û ew tʼenê bi qeyikê çûne cîkî xewle. Lê geleka ku çûyîna wan dît, ew nas kirin, ji hʼemû bajara peya bezîn û berî wan gihîştine wî cîyî. Çaxê Îsa ji qeyikê derkʼet û Wî eʼlaleteke giran dît, hingê gunê Wî li wan hat, çimkî ew mîna pezêd bê şivan bûn. Destpêkir gelek tişt ew hîn kirin. Îdî çimkî dereng bû, şagirtêd Îsa hatin û gotinê: «Ev der cîkî xikî-xwelî ye, wext jî îdî dereng e. Cimeʼtê berʼde ku ew herʼine gund û bergêd der-dora û xwerʼa tiştêd xwarinê bikʼirʼin». Lê Îsa li wan vegerʼand û got: «Hûn xurek bidine wan!» Jêrʼa gotin: «Em herʼin bahê dusid zîvî nan bikʼirʼin û wan bidine xwarinê?» Îsa wanrʼa got: «Herʼin binihêrʼin, kʼa çend nanêd we hene». Gava ku pê hʼesîyan, gotin: «Pênc nan û du meʼsî hene». Wî eʼmir kir ku hʼemû jî kʼom-kʼom li ser gîhayê şîn rʼûnên. Ew jî kʼom-kʼom, sed-sed, pêncî-pêncî li eʼrdê rʼûniştin. Îsa her pênc nan û her du meʼsî hildan, berê Xwe eʼzmênda kir şikirî da, ew nan kerkirin û da şagirtêd Xwe, wekî ew daynine ber eʼlaletê. Û her du meʼsî jî li hʼemûya bela kir. Hʼemûya xwar û tʼêr bûn. Ji wan nan û meʼsîya donzdeh seleyêd tʼijî hûrik berev kirin. Yêd ku ji wî nanî xwarin weke pênc hʼezar mêrî bûn. Destxweda Ewî pʼêyî ser şagirtêd Xwe kir, ku bikʼevine qeyikê û pêşîya Wî derbazî wî berî golê, Beytsaydayê bin, hʼeta ku Xwexa cimeʼtê verʼêke. Pey verʼêkirinêrʼa rʼabû çû serê çʼîyê, ku dua bike. Gava ku rʼo çû ava, qeyik nava golêda bû û Îsa tʼenê devê golê bû. Îsa dît ku şagirt bêrkʼişandinêda gelekî zeʼmetê dikʼişînin, çimkî ba miqabilî wan bû. Nêzîkî qereberbangê Îsa ser golêrʼa peya diçû nêzîkî wan dibû. Wî xwest ku ber wanrʼa derbaz bûya, lê çaxê wana dît ku Îsa ser golêrʼa peya diçe, wan tʼirê xeyaleke ku dibînin û kirine qîrʼîn. Çimkî hʼemûya jî Ew dît û tirsîyan. Lê Îsa wê demê deng da wan û got: «Ser xwe bin! Ez im. Netirsin!» Hingê Ew kʼete qeyikê cem wan û ba sekinî. Şagirt eʼcêbmayî man, hʼişê serê wan çû, çimkî ew qewimandina li ser nên hê serê wanda rʼûneniştibû, feʼmê wan dadayî bû. Ew derbazî wî berî golê bûn û li alîyê Cênîsartêva gihîştine bejê, qeyîk cî kirin. Gava ji qeyikê peya bûn, cimeʼtê pêrʼa-pêrʼa Îsa nas kir. Ew tʼemamîya wê qezayê virda-wêda bezîn û destpêkirin nexweş nivînava danîne wî cîyê ku dibihîstin Îsa lê bû. Her cîyêd ku Îsa diçûyê, heger bajar bûna, gund bûna, berge bûna, nexweş bazarada dadanîn û hîvî jê dikirin ku tʼenê li rʼîşîyêd kʼincêd Wî kʼevin. Û hʼemûyêd ku lê dikʼetin, ji nexweşîyêd xwe qenc dibûn. Fêrisîya û hinek qanûnzanêd ku ji Orşelîmê hatibûn, dora Îsa girtin. Wana dît ku hineke ji şagirtêd Wî bi destêd hʼeram, awa gotî destneşûştî nan dixwin. Fêrisî û hʼemû cihû pey rʼaw-rʼizimêd kal û bavêd xwe diçin, hʼeta ku destêd xwe rʼind neşon, nanê xwe naxwin û ji bazarê jî çi tînin, hʼeta avê nexin, naxwin. Gelek eʼdetêd din jî hene, ku ji kal û bava hildane û diqedînin: Mesele, mîna şûştina tʼasa, şerbika û firaqêd sifire mayîn. Hingê fêrisî û qanûnzana ji Îsa pirsîn: «Çima şagirtêd Te pey rʼaw-rʼizimêd kal û bava naçin û bi destêd hʼeram nan dixwin?» Ewî li wan vegerʼand û got: «Îşaya bona we durʼûya rʼast pʼêxembertî kirîye! Çawa ku hatîye nivîsarê: ‹Eva cimeʼta bi zarê xwe qedirê Min digire, lê dilê wan ji Min dûr e. Badîhewa Min dihʼebînin, tʼemîyêd meriva çawa qanûnêd Min cimeʼtê hîn dikin›. Hûn tʼemîyêd Xwedê dihêlin û pey rʼaw-rʼizimêd merivayîyê dikʼevin». Û got: «Hûn tʼemîyêd Xwedê rʼind didine alîkî, wekî rʼaw-rʼizimêd xwe xwey kin. Mesele, Mûsa gotîye: ‹Qedirê dê û bavê xwe bigire› û ‹Ewê ku gilîkî qolayî dê û bavê xwerʼa bêje, gerekê bê kuştinê›. Lê hûn dibêjin: ‹Kʼî ku dîya xwe yan bavê xwerʼa bêje: Ew alîkʼarîya ku gerekê ji min bigihîje te, ew «qurban» e›, (awa gotî dîyarîk e ku Xwedêrʼa tê dayînê) hûn îdî nahêlin ku ew tiştekî dê û bavê xwerʼa bike! Bi vî awayî, hûn bi wan rʼaw-rʼizimêd xweye ku derbazî nisilêd nû dikin, xebera Xwedê dikine xwelî. Û hûn gelek tiştêd aha dikin». Hingê Îsa eʼlalet dîsa gazî cem Xwe kir û gote wan: «Hûn hʼemû guhdarîya Min bikin û feʼm kin. Tiştekî usa tʼune, ku ji derva bikʼeve nav-dilê mêriv û wî bihʼerʼimîne, lê ew tiştêd ku ji dil dertên, ew mêriv dihʼerʼimînin. Guhê kʼêyî bihîstinê heye bira bibihê». Gava ji eʼlaletê qetîya hate mal, şagirtêd Wî meʼna wê meselê jê pirsîn. Îsa li wan vegerʼand û got: «Hûn hê nagihîjine gilîya? Çima hûn feʼm nakin, çi ku ji derva dikʼeve nav-dilê mêriv, nikare wî bihʼerʼimîne. Çimkî ew ne ku dikʼevine dilê wî, lê diçine zikê wî û ji wir jî dertên derva». (Bi vî awayî Îsa da kʼifşê, ku hʼemû xwarin jî hʼelal in.) Û got: «Ew tiştêd ku ji dilê mêriv derdikʼevin, ew wî dihʼerʼimînin. Çimkî ji hindurʼ, ji dilê meriv fikirêd xirab derdikʼevin: Qavî, dizî, kuştin, zinêkʼarî, timayî, xirabî, fêlbazî, toltî, çʼeʼvê xirab, buxdanbêjî, kʼubarî û bêaqilî. Ev hʼemû tiştêd xirab ji dil derdikʼevin û mêriv dihʼerʼimînin». Îsa ji wê derê rʼabû çû sînorê Sûrê. Çû malekê û nedixwest ku kesek pê bihʼesîya, lê nikaribû Xwe veşarta. Kʼulfeteke ku qîzika wê rʼuhʼê hʼeramva girtî bû, bona Îsa pê hʼesîya, lez hat û xwe avîte ber nigêd Wî. Ew kʼulfet yûnan bû, eʼsilê xweda jî ji Fînîkya Sûryayê bû. Wê lava ji Îsa kir, ku cin ji qîza wê derxe. Îsa wêrʼa got: «Bihêle bira pêşîyê zarʼ tʼêr bin, çimkî ne rʼast e ku nan ber zarʼa hildin û bavêjine ber sa». Ewê li Wî vegerʼand û got: «Belê Xudan, ne se jî wan hûrikêd ber zarʼaye binê sifrêda mayî dixwin?» Hingê Ewî kʼulfetêrʼa got: «Bona xatirê vê gotina te, tu dikarî herʼî. Cin ji qîzika te derkʼet». Kʼulfet jî çû mala xwe, dîna xwe dayê, wê qîzik nav nivînêda pʼalda ye û cin jî jê derkʼetîye. Pey wê yekêrʼa Îsa ji sînorê Sûrê derkʼet, nava Saydêrʼa derbaz bû, qeza Dêkapolîsêrʼa hate gola Celîlê. Merivekî kerʼ û lal anîne cem Wî û lava jê kirin ku destê Xwe dayne ser wî. Îsa ew meriv ji eʼlaletê qetand, tʼilîyêd Xwe kirine guhêd wî, destê Xweda tʼûkir, li zimanê wî da. Û berê Xwe eʼzmênda kir, kʼeser hatê û got: «Effata!» ku tê feʼmkirinê: «Vebe!» Û dest xweda guhêd wî bihîstin, zimanê wî vebû û zelal dest bi xeberdanê kir. Îsa tʼemî li wan kir, ku kesîrʼa nebêjin. Lê Ewî çiqas tʼemî li wan dikir, wana haqas zêde bela dikir. Meriv gelekî eʼcêbmayî mabûn û digotin: «Evî hʼemû tişt qenc kir: Hin kerʼa dide bihîstinê, hin jî lala dide xeberdanê». Wan rʼojada dîsa eʼlaleteke giran civîya. Tiştekî wanî xwarinê tʼunebû ku bixwarana, Îsa gazî şagirtêd Xwe kir û got: «Gunê Min li vê eʼlaletê tê. Ev sê rʼoj e tʼevî Min e û tiştekî wanî xwarinê tʼune. Heger Ez wan birʼçî verʼêkime malêd wan, dilê wanê rʼêva xweva herʼe û ji van hinek jî ji cîyêd dûr hatine». Şagirtêd Wî lê vegerʼandin û gotin: «Li vê berʼîyê emê ji kʼu haqas nan dest xin, ku vê cimeʼtê tʼêr kin?» Îsa ji wan pirsî: «Çend nanêd we hene?» Wana got: «Hʼeft». Hingê eʼmir kir ku eʼlalet ser eʼrdê rʼûnê. Ewî ew hʼeft nan hildan şikirî da, ew kerkirin û paşê dane şagirtêd Xwe, ku daynine ber eʼlaletê. Wana ew danîne ber wan. Û çend meʼsîyêd wane hûr jî hebûn. Îsa bona wan jî şikirî da û got: «Van jî daynine ber eʼlaletê». Wana xwar û tʼêr bûn. Paşê hʼeft zembîl ji hûrikêd bermayî berev kirin. Ewêd ku xwarin, weke çar hʼezar meriva bûn. Gava ku Îsa ew verʼêkirin, pêrʼa-pêrʼa tʼevî şagirtêd Xwe kʼete qeyikê û çûne qeza Dalmanûtayê. Fêrisî hatin û destpêkirin Îsarʼa kʼetine deʼwê. Ew dicêrʼibandin û ji Wî nîşanek ji eʼzmên dixwestin. Kʼûr kʼeser hatê û got: «Çima eva nisila li nîşanekê digerʼe? Ez rʼast werʼa dibêjim ku vî nisilîrʼa nîşanek nayê dayînê». Wî ew hiştin, dîsa kʼete qeyikê û derbazî wî berî golê bû. Îjar şagirta bîr kiribû ku xwerʼa nan hildana. Li cem wan, qeyikêda pêştirî nanekî tiştekî wanî xwarinê tʼunebû. Îsa tʼemî da wan û got: «Miqatî xwe bin, hʼevza xwe ji hevîrtirʼşkê fêrisîya û usa jî yê Hêrodes bikin». Lê ewana nav hevda xeber didan û digotin: «Nanê me tʼune, lema aha dibêje». Îsava eʼyan bû ku ew çi dibêjin û wanrʼa got: «Hûn çima nav hevda xeber didin, ku nanê we tʼune? Hela hê hûn feʼm nakin? Û serê weda rʼûnanî, hela hê hûn nagihîjine gilîya? Çʼeʼvê we hene, hûn nabînin? Guhê we hene, hûn nabihên? Çawa nayê bîra we, çaxê Min pênc nan bona pênc hʼezar meriva kerkirin? We ji hûrikêd bermayî çend seleyêd tʼijî berev kirin?» Wan lê vegerʼand û gotin: «Donzdeh». «Û gava Min hʼeft nan bona çar hʼezar meriva kerkirin, we çend zembîlêd tʼijî bermayî berev kirin?» Wan got: «Hʼeft». Îsa wanrʼa got: «Lê çima hûn hê feʼm nakin?» Û ew hatine Beytsaydayê. Hineka merivekî kor anî cem Îsa û lava jê kirin, ku destê Xwe dayne ser wî. Ewî jî destê merivê kor girt, ji gund derxiste der, tʼûyî çʼeʼvêd wî kirin û destêd Xwe danîne ser wî, pirsî: «Tu tiştekî dibînî?» Ewî jî li jorê nihêrʼî û got: «Ez meriva dibînim, lê mîna dara ne, ku digerʼin». Dîsa Îsa destêd Xwe danîne ser çʼeʼvêd wî, kor zûrʼ bû nihêrʼî û çʼeʼvêd wî vebûn, her tişt zelal dît. Îsa ew şande mala wî û jêrʼa got: «Nekʼeve nava gund». Îsa tʼevî şagirtêd Xwe çû gundêd Qeyserîya Fîlîpoyê û rʼêda ji şagirtêd Xwe pirsî: «Bi tʼexmîna meriva Ez kʼî me?» Wan lê vegerʼand û gotin: «Hinek dibêjin ‹Yûhʼennayê nixumdar e›, hinekêd din dibêjin ‹Êlyas e›, hinekêd mayîn jî dibêjin ‹yek ji pʼêxembera ye›». Îsa ji wan pirsî: «Lê hûn çi dibêjin? Bi tʼexmîna we Ez kʼî me?» Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Tʼu Mesîh î». Ewî tʼemî li wan kir, ku derheqa Wîda kesîrʼa tiştekî nebêjin. Pey vê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwe hîn kir, ku gerekê Kurʼê Mêriv gelekî cefê bikʼişîne, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada bê tʼexsîrkirinê û kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe. Ewî ev yek zelal got. Hingê Petrûs Ew da alîkî û lê hilat. Lê Îsa ser milê Xweva zivirʼî û li şagirtêd Xwe nihêrʼî, li Petrûs hilat û got: «Ji ber çʼeʼvê Min betavebe, cino! Çimkî nêt-fikira te ne ji Xwedê ye, lê ji merivayê ye». Paşê Îsa gazî eʼlaletê û şagirtêd Xwe kirin, wanrʼa got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înkʼar ke, xaçê xwe hilde û pey Min bê. Çimkî kʼî ku dixwaze eʼmirê xwe xilaz ke, ewê wî unda ke û kʼî ku eʼmirê xwe bona Min û Mizgînîyê unda ke, ewê wî xilaz ke. Çi feyde heger meriv tʼemamîya dinyayê qazinc ke, lê eʼmirê xwe unda ke? Yan jî meriv çi dikare ber eʼmirê xweva bide? Ewê ku Min û xeberêd Min nav vî nisilê xalifî û gunekʼarda şerm hʼesab ke, Kurʼê Mêriv jî wê wî şerm hʼesab ke, gava rʼûmeta Bavê Xweva tʼevî milyakʼetêd pîroz bê». Û Ewî wanrʼa got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, ku hinekêd li vir sekinî hene wê mirinê nebînin, hʼeta ku nebînin Pʼadşatîya Xwedê bi qewat tê». Pey şeş rʼojarʼa Îsa tʼevî Xwe Petrûs, Aqûb û Yûhʼenna hildan û rʼakirine çʼîyakî bilind, li wir ew tʼenê bûn. Hingê rʼengê Wî li ber çʼeʼvê wan hate guhastinê. Kʼincêd Wî usa çîl-qerqaş bûn û haqasî biriqîn, ku li ser rʼûyê eʼrdê tʼu tiştekî kʼincsipîkirinê nikaribû ew haqasî sipî bikira. Hingê Êlyas û Mûsa wanva xuya bûn û tʼevî Îsa xeber dan. Petrûs Îsarʼa got: «Dersdar, çawa rʼind e ku em vir in! De emê sê hʼolika çêkin, yekê Terʼa, yekê Mûsarʼa û yekê jî Êlyasrʼa». Ew usa tirsîya bûn, ku Petrûs nizanibû çi bêje. Wê gavê eʼwrek derkʼet li ser wan kire sî û dengek ji eʼwr hat: «Ev e Kurʼê Minî delal! Guhdarîya Wî bikin!» Nişkêva şagirta li dora xwe nihêrʼî, pêştirî Îsa kesek nedîtin. Çaxê ji çʼîyê dihatine xwarê, Îsa tʼemî li wan kir got: «Çi ku we dît tʼu kesîrʼa nebêjin, hʼeta ku Kurʼê Mêriv ji mirinê rʼanebe». Şagirta ev tʼemî xwey kir û ji hevdu pirsîn, kʼa meʼna vê rʼabûna ji mirinê çi ye. Û wana jê pirsî: «Gelo çima qanûnzan dibêjin pêşîyê gerekê Êlyas bê?» Ewî jî wanrʼa got: «Rʼast e, pêşîyê Êlyasê bê û her tiştî wê dîsa bîne cî. Lê çima hatîye nivîsarê, ku Kurʼê Mêriv wê gelekî cefê bikʼişîne û bê bêhurmetkirinê? Lê Ez werʼa dibêjim, Êlyas hatîye jî û çawa ku bona wî hatibû nivîsarê, usa jî serê wî kirin, çawa ku dilê wan xwest». Gava vegerʼîyane cem şagirtêd din, dîtin li dora wan eʼlaleteke giran girtîye û qanûnzan jî wanrʼa kʼetibûne deʼwê. Hingê tʼemamîya eʼlaletê ku Îsa dît, gelekî eʼcêbmayî ma, berbi Wî bezîn û silav danê. Îsa ji şagirta pirsî: «Hûn bona çi wanrʼa kʼetine deʼwê?» Ji nav eʼlaletê merivekî lê vegerʼand û got: «Dersdar! Min kurʼê xweyî rʼuhʼê lalva girtî anî cem Te. Kʼîderê ku pê digire wî eʼrdê dixe, kʼef dêv dikʼeve, diran lê dikine çʼirke-çʼirk û rʼeq dibe. Min hîvî ji şagirtêd Te kir, ku vî rʼuhʼî derxin, lê nikaribûn». Îsa li wan vegerʼand û got: «Hey nisilê nebawer! Hʼeta kʼengê Ezê tʼevî we bim? Hʼeta kʼengê Ezê li we sebir kim? Wî bînine cem Min». Wana kurʼik anîne cem Îsa. Gava ku rʼuhʼê hʼeram Îsa dît, pêrʼa-pêrʼa kurʼik veçʼirʼikand. Ew kʼete eʼrdê, kʼef dêv kʼet û pʼirpitî. Îsa ji bavê wî pirsî: «Ji kʼengêva ev yeka tʼevî wî diqewime?» Ewî got: «Ji zarʼotîyêda. Û vî rʼuhʼî gelek cara eva avîtîye nava êgir û avê, ku wî bikuje. Lê heger ji destê Te tê, tiştekî bike bira gunê Te li me bê, alîkʼarîya me bike!» Îsa wîrʼa got: «Te got çi? ‹Heger ji destê te tê?› Bona yê bawer dike her tişt dibe». Wê gavê bavê kurʼik kire qîrʼîn û got: «Ez bawer dikim. Alîkʼarîya nebawerîya min bike!» Gava Îsa dît ku eʼlalet dibeze, tʼopî ser Wî dibe, li rʼuhʼê hʼeram hilat û got: «Hey rʼuhʼê kerʼ û lal, Ez eʼmirî ser te dikim: Ji kurʼik derkʼeve û careke din nekʼevî nava wî!» Rʼuhʼ kire qîrʼîn, kurʼik qayîm veçʼirʼikand jê derkʼet. Û kurʼik bû mîna mirîya, usa ku geleka digot: «Ew mir!» Lê Îsa destê wî girt, ew rʼakir. Kurʼik jî rʼabû sekinî. Çaxê Îsa kʼete malê, şagirtêd Wî başqe jê pirsîn: «Me çima nikaribû ew cin derxista?» Îsa li wan vegerʼand û got: «Cinê vî cûrʼeyî bi tʼu tiştî dernayê, pêştirî bi dua ». Ji wir çûn û nav Celîlêrʼa derbaz bûn. Îsa nedixwest ku kes vê yekê bihʼese, çimkî Ewî şagirtêd Xwe hîn dikir û wanrʼa digot: «Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê meriva, ewê Wî bikujin, lê pey kuştinêrʼa rʼoja sisîya wê rʼabe». Lê wana ev gotin feʼm nedikir, ditirsîyan jî ku ji Wî bipirsin. Û ew hatine Kefernahûmê. Gava Îsa malda bû, ji şagirta pirsî: «Hûn rʼêda bona çi hevrʼa kʼetibûne deʼwê?» Wana dengê xwe nekir, çimkî rʼêda nav hevda xeber dabûn, kʼa ji wan kʼî ye yê herî mezin. Îsa rʼûnişt, gazî her donzdeha kir û wanrʼa got: «Heger yek dixwaze bibe yê pêş, gerekê ew bibe yê herî paş û xulamê hʼemûya». Û destê zarʼokekê girt, nav wanda da sekinandinê, paşê ew zarʼok da hʼemêza Xwe û wanrʼa got: «Kʼî zarʼokeke aha bi navê Min qebûl ke, ew Min qebûl dike. Û kʼî ku Min qebûl ke, ew ne ku Min, lê Yê ku Ez şandime qebûl dike». Yûhʼenna Îsarʼa got: «Dersdar! Me merivek dît ku bi navê Te cin derdixistin, lê me kir ku em nehêlin, çimkî ew pey me nayê». Lê Îsa got: «Pêşîyê li wî negirin. Kesek tʼune ku bi navê Min kʼeremetekê bike û pêrʼa-pêrʼa bikaribe hindava Minda xirab xeber de. Çimkî ewê ku ne miqabilî me ye, ew pişta me ye. Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê ku tʼase av bide we bona xatirê wê yekê, ku hûn pʼara Mesîh in, ewê heqê xwe qet unda neke. Kʼî ku ji van biçʼûka yekî, yê ku bawerîya xwe Min tîne ji rʼê derxe, wîrʼa hê qenc e, ku beraşek stûyê wîva bê girêdanê û bê avîtinê nava beʼrê. Heger çʼeʼvê te, te ji rʼê derdixe, wî derxe! Bona te hê qenc e, ku tu bi çʼeʼvekî bikʼevî Pʼadşatîya Xwedê, ne ku du çʼeʼvê te hebin û bêyî avîtinê ceʼnimê. Wê derê ‹ewê ji kurmê nemirî bêne kotinê û agirê jî netemire›. Çimkî her merivekê bi êgir bê xwêkirinê. Xwê tiştekî qenc e. Lê heger xwê şorʼayîya xwe unda ke, hûnê çawa dîsa şorʼayîya wê bînine cî? Bira teʼma xwê nava weda be û bi hevrʼa eʼdilayîyêda bijîn». Îsa ji wir rʼabû çû sînorê Cihûstanê û derbazî wî alîyê çʼemê Ûrdunê bû. Dîsa eʼlaletê li dora Wî girt û çawa eʼdetê Wî bû, Ewî dîsa ew hîn kirin. Ji fêrisîya hinek nêzîkî Wî bûn û jê pirsîn, wekî Wî bicêrʼibînin: «Gelo li gora Qanûnê rʼast e, ku mêr jina xwe berʼde?» Îsa caba wan da û got: «Mûsa çi tʼemî da we?» Wana got: «Mûsa îzin da, ku mêr kʼaxaza jinberʼdanê binivîse û jinê berʼde». Lê Îsa wanrʼa got: «Ji dest serhʼişkîya we Mûsa ev tʼemî werʼa nivîsî. Lê serê sêrîda, wextê eʼfirandinê Xwedê ew ‹qisimê mêr û jinêda xuliqandin›. ‹Bona vê yekê mêrê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jina xwe bigire û her du wê bibine bedenek›. Awa îdî ew ne dudu ne, lê bedenek in. Bona vê yekê ewêd ku Xwedê ew kirine yek, bira meriv wan ji hevdu neqetîne». Gava ew dîsa malda bûn, şagirta bona vê meselê ji Wî pirsîn. Îsa wanrʼa got: «Kʼî ku jina xwe berʼde û yeke din bistîne, hindava wêda zinêkʼarîyê dike û heger jin jî mêrê xwe berʼde û yekî din bistîne, zinêkʼarîyê dike». Awa zarʼok danîne cem Îsa, ku destê Xwe dayne ser wan, lê şagirt li yêd danîn hilatin. Gava ku Îsa ev yek dît, hêrs kʼet û wanrʼa got: «Bira ew zarʼok bêne cem Min, pêşîya wan negirin, çimkî Pʼadşatîya Xwedê pʼara yêd aha ye. Ez rʼast werʼa dibêjim, kʼî Pʼadşatîya Xwedê mîna zarʼokekê qebûl neke, ew tʼu car nakʼeve nava wê». Paşê ew zarʼ dane hʼemêza Xwe, destê Xwe danî ser wan û dua li wan kir. Gava Îsa rʼîya Xweda diçû, yek berbi Wî bezî, çû li ber Wî çok da û jê pirsî: «Dersdarê qenc, ez çi bikim, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê war bim?» Îsa wîrʼa got: «Tu çima Minrʼa dibêjî qenc? Qenc tʼenê Xwedê ye, pêştirî Wî kesekî din tʼune. Tu tʼemîya zanî: ‹Nekuje, zinêkʼarîyê neke, nedize, şeʼdetîya derew nede, xûdana xelqê nexwe, qedirê dê û bavê xwe bigire› ». Ewî got: «Dersdar, ev hʼemû jî min ji cahiltîya xweda xwey kirine». Îsa lê nihêrʼî, ew hʼiz kir û gotê: «Hê kêmasîke te heye. Herʼe çî te heye bifiroşe, belayî feqîra ke, hingê xizna te wê li eʼzmên hebe. Û pey Min were ». Li ser vê gotinê ewî rʼeng avît, meʼdekirî çû, çimkî gelek hebûka wî hebû. Îsa li dora Xwe nihêrʼî û şagirtêd Xwerʼa got: «Dewletîyarʼa çiqas zeʼmet e, ku bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê!» Şagirt ser van gotinêd Wî eʼcêbmayî man, lê Îsa dîsa dûmayî kir û got: «Lawno! Wanrʼa çiqas zeʼmet e, bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê, yêd ku gumana xwe datînine ser dewleta xwe! Deve wê qula derzîyêrʼa hê rʼihʼet derbaz be, ne ku dewletî bikʼeve Pʼadşatîya Xwedê». Şagirt gelekî eʼcêbmayî man û hevrʼa gotin: «Îdî kʼî dikare xilaz be?» Îsa li wan nihêrʼî û got: «Ew tişt ji destê mêriv nayê, lê ji destê Xwedê tê, çimkî Xwedê dikare her tiştî bike». Hingê Petrûs destpêkir jêrʼa got: «Awa me hʼemû tişt hiştîye û pey Te hatine». Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, tʼu kes tʼune ku bona Min û Mizgînîyê mal, yan bira, yan xûşk, yan dê, yan bav, yan zarʼ, yan eʼrdêd xwe hiştibin, û li vê dinê sed qat mala, bira, xûşka, dîya, zarʼa û eʼrda tʼevî zêrandina nestîne û dinya dinda jî jîyîna hʼeta-hʼetayê. Lê gelekêd pêş wê bibine yêd paş û yêd paş wê bibine yêd pêş». Awa ew li ser rʼê bûn û hevraz diçûne Orşelîmê, Îsa li pêşîya wan diçû, şagirt eʼcêbmayî diman û ewêd li pey dihatin ditirsîyan. Ewî dîsa her donzdeh dane alîkî û destpêkir ew tiştêd ku wê serê Wî biqewimîyana wanrʼa got: «Bibihên! Em hevraz diçine Orşelîmê. Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê serekêd kʼahîna û qanûnzana. Ewê jêrʼa kuştinê derxin û Wî bidine destê necihûya û ewê qerfê xwe li Wî bikin, tʼûkinê, bidine ber qamçîya, Wî bikujin. Û rʼoja sisîya wê ji mirinê rʼabe». Hingê kurʼêd Zebedî, Aqûb û Yûhʼenna nêzîkî Îsa bûn û gotinê: «Dersdar, em dixwazin wekî em ji Te çi hîvî kin, Tu bona me bikî». Ewî jî ji wan pirsî: «Hûn çi dixwazin ku Ez bona we bikim?» Wan jêrʼa got: «Îzinê bide ku rʼûmeta Teda ji me yek li milê Teyî rʼastê, yê din jî li milê Teyî çʼepê rʼûnê». Îsa wanrʼa got: «Hûn nizanin çi dixwazin. Gelo hûn dikarin ji wê kʼasê vexwin, ya ku Ezê vexwim? Yan jî bi wê nixumandinê bêne nixumandinê bi kʼîjanê Ezê bême nixumandinê?» Wana jêrʼa got: «Em dikarin». Îsa wanrʼa got: «Belê hûnê vexwin ji wê kʼasa ku Ezê vexwim û bêne nixumandinê bi wê nixumandina ku Ezê pê bême nixumandinê, lê îzina li milê Minî çʼep û rʼastê rʼûniştinê ne destê Minda ye. Ew cî bona wan in, kʼîjanarʼa hatine hazirkirinê». Gava her dehe şagirtêd din ev yek bihîst, dilê wan ji Aqûb û Yûhʼenna ma. Lê Îsa ew gazî cem Xwe kirin û got: «Hûn zanin yêd ku nav miletada serwêr têne hʼesabê, serdestîyê li wan dikin û giregirêd wan jî hʼukumî ser wan dikin. Lê nava weda bira usa nîbe. Kʼî ku nava weda dixwaze bibe yê mezin, gerekê bibe berdestîyê we. Û kʼî ku nava weda dixwaze bibe pêş, gerekê bibe xulamê hʼemûya. Çimkî Kurʼê Mêriv jî nehatîye ku jêrʼa berdestîyê bikin, lê wekî Ew Xwexa berdestîyê bike û eʼmirê Xwe bide ku geleka bikʼirʼe». Paşê ew hatine Erîhayê. Gava Îsa tʼevî şagirtêd Xwe û eʼlaleteke giranva ji bajêr derkʼet, Kurʼê Tîmeyo, Bartîmeyoyê kor li ser rʼê rʼûniştibû pʼars dikir. Gava bihîst ku Îsayê Nisretê derbaz dibe, destpêkir kire qîrʼîn û got: «Îsayê Kurʼê Dawid, li min were rʼeʼmê!» Geleka li wî hilat, wekî dengê xwe bibirʼe, lê ewî hê dikire qîrʼîn û digot: «Kurʼê Dawid, li min were rʼeʼmê!» Îsa sekinî û got: «Gazî wî kin». Gazî yê kor kirin û wîrʼa gotin: «Çʼeʼvê te rʼonik! Rʼabe ser xwe, gazî te dike». Ewî jî pʼotê xwe avît, banzda ser xwe û hate cem Îsa. Îsa jê pirsî: «Tu çi ji Min dixwazî ku Ez bona te bikim?» Yê kor jêrʼa got: «Dersdar, dixwazim çʼeʼvêd min bibînin». Û Îsa jêrʼa got: «Herʼe, bawerîya te tu qenc kirî». Û wî çaxî çʼeʼvêd wî dîtin, da pey Îsa çû. Gava ew nêzîkî Orşelîmê bûn û gihîştine çʼîyayê Zeytʼûnê û gundêd Beytfacê û Beytanyayê, hingê Îsa du şagirtêd Xwe şandin û wanrʼa got: «Herʼine wî gundê pêşberî xwe. Hema çawa ku hûn bikʼevinê, hûnê ceʼşikeke girêdayî bibînin ku hê kesek lê sîyar nebûye. Ewê vekin û bînin. Û heger yek ji we bipirse û bêje: ‹Hûn çima vê yekê dikin?› bêjinê: ‹Xudanrʼa lazim e û wê destxweda bişîne vir›». Ew şagirt çûn û li ber derî li kʼûçê, ceʼşikeke girêdayî dîtin. Gava vedikirin, hinekêd wir sekinî pirsîn: «Hûn çi dikin? Çima wê ceʼşikê vedikin?» Şagirta caba wan usa da, çawa ku Îsa wanrʼa gotibû. Û ew hiştin. Ceʼşik Îsarʼa anîn, kʼincêd xwe avîtine ser wê û Ew li wê sîyar bû. Geleka kʼincêd xwe ser rʼê rʼadixistin, hineka jî ji kʼewşên çʼiqilêd dara dibirʼîn, ser rʼê rʼadixistin. Yêd li pêşîya Wî û pey Wî ku diçûn dikirine qîrʼîn: «Hosanna! Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê! Bimbarek e ew Pʼadşatîya bavê me Dawide ku tê. Hosanna Yê Herî Jorinrʼa! » Îsa kʼete Orşelîmê, çû pʼaristgehê. Çʼeʼvê Xwe li her tiştî gerʼand, lê çimkî îdî êvar bû, tʼevî her donzdeha çû Beytanyayê. Rʼoja dinê, gava ew ji Beytanyayê derdikʼetin, Îsa birʼçî bû. Dûrva dareke hêjîrêye belgdayî dît, berbi wê çû, kʼa tiştekê ser hebe. Gava gihîşte darê, pêştirî belga tiştek nedît, çimkî hê ne wextê hêjîra bû. Hingê Ewî wê darêrʼa got: «Bira îdî tʼu kes tʼu car berê te nexwe». Şagirtêd Wî ev gotin bihîstin. Û ew hatine Orşelîmê. Îsa kʼete pʼaristgehê û destpêkir ewêd ku pʼaristgehêda dikʼirʼîn û difirotin derxistine derva. Tʼextêd pʼereguhêrʼa û kʼursîyêd kevotkfiroşa welgerʼandin û nehişt, ku tʼu kes tiştekî pʼaristgehêrʼa derbaz ke. Ew hîn kirin û got: «Çima ne nivîsar e: ‹Mala Min wê bona hʼemû mileta mala dua bê hʼesabê›? Lê we ew kirîye ‹şkefta qaçaxa› ». Serekêd kʼahîna û qanûnzana ev yek ku bihîstin, destpêkirin ku çawa bikin Wî bikine fesalê bikujin. Ewana ji Wî ditirsîyan, çimkî tʼemamîya eʼlaletê ser hînkirina Wî zendegirtî mabû. Gava ku rʼo çû ava, Ew ji bajêr derkʼetin. Serê sibehê, gava ewana ber darêrʼa derbaz bûn, dîtin ku ew dara hêjîrê rʼawê xweva hʼişk bûye. Kʼete bîra Petrûs û ewî Îsarʼa got: «Dersdar, dîna Xwe bidê, ew dara hêjîrêye ku Te nifirʼ lê kir hʼişk bûye». Îsa wanrʼa got: «Bawerîya we bira ser Xwedê hebe. Ez rʼast werʼa dibêjim, kʼî ku vî çʼîyayîrʼa bêje: ‹Rʼabe xwe bavêje beʼrê› û dudilî nebe, lê bawer bike ku gotina wî wê biqewime, usa jî wê bibe. Bona vê yekê Ez werʼa dibêjim, hûn çi ku nava duada bixwazin, bawer bikin ku we îdî standîye û xwestina we wê bê sêrî. Û gava ku hûn disekinin û dua dikin, bibaxşînin, heger tiştekî we hindava kesekîda hebe, wekî Bavê weyî eʼzmana jî neheqîyêd we bibaxşîne we. Lê heger hûn nebaxşînin, Bavê weyî eʼzmana jî neheqîyêd we nabaxşîne we». Û ew dîsa hatine Orşelîmê. Dema ku Îsa pʼaristgehêda digerʼîya, serekêd kʼahîna, qanûnzan û rʼûspî hatine cem Wî û jê pirsîn: «Tu bi çi hʼukumî van kira dikî? Kʼê ev hʼukum daye Te, ku Tu van kira bikî?» Îsa wanrʼa got: «Ezê jî tiştekî ji we bipirsim. Heger we caba Min da, Ezê jî werʼa bêjim, ku Ez bi çi hʼukumî van kira dikim: Hʼukumê nixumandina Yûhʼenna ji eʼzmên bû yan ji meriva? Caba Min bidin!» Ewana nav hevda şêwirîn û gotin: «Heger em bêjin: ‹Ji eʼzmên bû›, Ewê bêje: ‹Lê we çima ew bawer nekir?› Lê heger em bêjin: ‹Ji meriva bû?..›» Ew ji eʼlaletê ditirsîyan, çimkî hʼemûya qebûl kiribû ku Yûhʼenna rʼast pʼêxember bû. Caba Îsa dan û gotin: «Em nizanin». Îsa wanrʼa got: «Ez jî werʼa nabêjim ku Ez bi çi hʼukumî van kira dikim». Û bi mesela dest bi xeberdanê kir, wanrʼa got: «Merivekî rʼezê tirîya danî, dora wê sûr kir, hʼewzekî tirîhʼincirʼandinê têda kʼola, hêlaneke nobedara çêkir û ew bi kʼirê da rʼezvana, çû welatekî din. Wextda xulamek şande cem rʼezvana, wekî ji wî rʼezî berê pʼara xwe ji wan bistîne. Lê wana ew girt, kʼutan û destvala verʼêkirin. Û wî dîsa xulamekî din şande cem wan, lê wana serî lê şkênand û ew rʼobet kirin. Ewî yekî din şand, wana ew jî kuşt. Wî gelekêd din şandin, wana hinek ji wan kʼutan û hinek jî kuştin. Bona wî tʼenê yek mabû ku bişanda, kurʼê xweyî delal. Xulese rʼabû ew jî şand û got: ‹Hilbet wê ji kurʼê min şerm bikin›. Lê ev rʼezvanêd han li hev şêwirîn û gotin: ‹Ev warê wî ye! Werin em vî bikujin, mîratʼê merʼa bimîne›. Hingê ew girtin kuştin û cinyazê wî ji rʼez derxistine der. De îjar xweyê rʼez wê çi bike? Ne ewê bê qirʼa rʼezvana bîne û rʼez bide hinekêd din? Çima we ew nivîsar nexwendîye? ‹Ew kevirê ku hosta tʼexsîr kir, ew bû serê eʼnîşkê. Ev yek ji alîyê Xudanda qewimî û li ber çʼeʼvê me hʼeyr-hʼujmekʼar e!› » Serwêrêd cihûya feʼm kirin, ku Îsa ev mesele anî ser wan, kirin ku Wî bigirin, lê ji eʼlaletê tirsîyan, kʼerba Ew hiştin û çûn. Paşê wana hineke ji fêrisîya û piştgirêd Hêrodes şandine cem Wî, wekî Wî bi xeberêd devê Wî bigirin. Ewana hatin û jêrʼa gotin: «Dersdar! Em zanin ku Tu yekî rʼast î. Minetê ji kesî nakî, çimkî nav merivada firqîyê danaynî, lê rʼîya Xwedê rʼast hîn dikî. Gelo rʼast e ku em xerc bidine Qeyser yan na? Em bidin, yan nedin?» Lê durʼûtîya wan ku Îsava eʼyan bû got: «Çima hûn Min dicêrʼibînin? Minrʼa zîvekî bînin ku Ez bibînim». Wana jêrʼa zîvek anî. Ewî ji wan pirsî: «Ev navê nivîsar û sifet yê kʼê ye?» Wana got: «Yêd Qeyser in». Îsa wanrʼa got: «Wekî usa ye, çi ku yêd Qeyser in bidine Qeyser û çi ku yêd Xwedê ne bidine Xwedê». Û ser Wî eʼcêbmayî man. Sadûqî, ku dibêjin rʼabûna mirîya tʼune, hineke ji wan hatine cem Îsa û jê pirsîn: «Dersdar! Mûsa merʼa nivîsîye: ‹Heger birê yekî bêzurʼet bimire û jinê stûxar bihêle, bira birê wî jina wî bistîne û warê birê xwe şîn ke›. Awa hʼeft bira hebûn. Birê mezin jinek stand, bêzurʼet mir. Biçʼûkê wî ew jin stand, ew jî bêzurʼet mir, usa jî hate serê yê sisîya. Xulese van her hʼeft bira jî ew jin stand û bêzurʼet mirin, pey wanrʼa jî ew jin mir. De îjar wê Rʼoja Rʼabûnê, gava mirî rʼabin, eva jina wê kʼîjan birayîrʼa bikʼeve? Çimkî her hʼefta jî ewa standibû». Îsa li wan vegerʼand û got: «Ne hûn ji dest vê yekê xalifî ne, ku ne nivîsara zanin, ne jî qewata Xwedê? Gava yêd mirî ji mirinê rʼabin, wê ne bizewicin û ne jî mêr kin, çimkî ewê mîna milyakʼetêd eʼzmana bin. Lê derheqa rʼabûna mirîyada, çima we Kʼitêba Mûsada nexwendîye serhatîya dara dirʼîyêda ku çawa Xwedê Mûsarʼa dibêje: ‹Ez Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq û Xwedêyê Aqûb im›? Ew ne Xwedêyê mirîya ye, lê Xwedêyê zêndîya ye. Hûn lap xalifî ne!» Qanûnzanekî ku şerʼ-deʼwê wan bihîst û dîna xwe jî dayê, ku Îsa çawa qenc caba wan da, nêzîkî Îsa bû û jê pirsî: «Kʼîjan tʼemî ser hʼemû tʼemîyarʼa ye?» Îsa lê vegerʼand: «Ev e tʼemîya ser tʼemîyarʼa: ‹Bibihê, Îsraêl! Xudan Xwedêyê me Xudanek e. Xudan Xwedêyê xwe hʼiz bike, bi tʼemamîya dilê xwe, bi tʼemamîya canîya xwe, bi tʼemamîya hʼişê xwe û bi tʼemamîya qewata xwe›. Ya duda jî ev e: ‹Hevalê xwe weke xwe hʼiz bike›. Ji van mestir tʼu tʼemî tʼune». Îjar qanûnzan Wîrʼa got: «Rʼast e, Dersdar! Te rʼast got, ku ‹Xudan yek e û ji Wî pêştir yekî mayîn tʼune›. Û ‹bi tʼemamîya dil, bi tʼemamîya aqil, bi tʼemamîya qewatê Xwedê hʼizkirin› û ‹hevalê xwe jî weke xwe hʼizkirin› ser her dîyarîyêd tʼevayîşewatê û qurbanêd mayînrʼa ye». Îsa dîna Xwe dayê, ku wî bi aqilî caba xwe da, jêrʼa got: «Tu ji Pʼadşatîya Xwedê ne dûr î». Pey vê yekêrʼa, îdî tʼu kesî newêribû tiştek ji Wî bipirsîya. Gava ku Îsa pʼaristgehêda hîn dikir, got: «Qanûnzan çawa dibêjin ku Mesîh kurʼê Dawid e? Ne Dawid xwexa pê Rʼuhʼê Pîroz dibêje? ‹Xudan gote Xudanê min: Li milê Minî rʼastê rʼûnê, hʼeta ku Ez dijminêd Te bikime binê pʼîyêd Te›. Awa Dawid xwexa ku Wî ‹Xudan› hʼesab dike, îdî Ew çawa dibe kurʼê Dawid?» Wê eʼlaleta giran bi dil û eşq guhdarîya Îsa dikir. Hînkirina Xweda Ewî got: «Hʼevza xwe ji wan qanûnzana bikin, yêd ku hʼiz dikin bi çuxêd dirêj bigerʼin, bazarada silavê bidine wan, kʼinîştada kʼursîyêd pêşin bigirin û şayîyada jî herema jorin rʼûnên. Evana alîkîva malêd jinebîya hʼûfî xwe dikin, alîyê dinva jî bona xwekʼifşkirinê duayê xwe dirêj dikin. Dîwana wanê hê giran be». Îsa li pêşberî pʼeredanga pʼaristgehê rʼûnişt û dîna Xwe dayê, ku eʼlaletê çawa pʼere davîtine pʼeredangê. Gelek dewletîya gelek avîtinê. Jinebîke belengaz jî hat û du pol, ku dikire qurʼûşek, avîtê. Îsa şagirtêd Xwe gazî cem Xwe kirin û wanrʼa got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, ku evê jinebîya belengaz ji van hʼemûya zeʼftir avîte pʼeredangê, Van hʼemûya ji zêdeya hebûka xwe avîtinê. Lê evê vê belengazîya xweda çî wê hebû ku pê eʼbûrê xwe bikira hʼemû avîtê». Gava Îsa ji pʼaristgehê derkʼet, ji şagirtêd Wî yekî Wîrʼa got: «Dersdar! Hela dîna Xwe bidê ev çi kevir in û çi avayî ne!» Îsa li wî vegerʼand û gotê: «Tu van avayîyêd mezin dibînî? Ev hʼemûyê jî wêran bin, li vir kevirê li ser kevir qet nemîne!» Gava Îsa li çʼîyayê Zeytʼûnê, li pêşberî pʼaristgehê rʼûniştibû, Petrûs, Aqûb, Yûhʼenna û Endrawis başqe jê pirsîn: «Bêje me, ew tişt wê kʼengê biqewimin? Û berî qewimandina wan hʼemûya, çi nîşanê bibin?» Hingê Îsa destpêkir û wanrʼa got: «Haş ji xwe hebin, ku tʼu kes we nexapîne. Gelek wê pê navê Min bên û bêjin: ‹Ez im Mesîh› û wê geleka bixalifînin. Gava hûn dengê şerʼa û beʼsa şerʼa bibihên, hûn xwe unda nekin. Gerekê ev tişt biqewimin, lê ew hê ne axirî ye. Miletê rʼabe ser milet, pʼadşatîyê rʼabe ser pʼadşatîyê, cî-cîya wê eʼrdhʼej û xelayî-celayê bibin. Lê ev hʼemû mîna êşa kʼulfetê ye, ku destpêdike pê digire. Lê hûn haş ji xwe hebin! Wê we bibine ber dîwana û kʼinîştada we bikʼutin. Bona Min wê we ber welî û pʼadşa bidine sekinandinê, wekî hûn ber wan şeʼdetîyê bidin. Gerekê pêşîyê Mizgînî hʼemû miletarʼa bê dayînê. Gava ku we bigirin bibine ber dîwanê, pêşda xem nekin ku hûnê çi bêjin. Lê wê demê çi werʼa bê dayînê, wê jî bêjin, çimkî ne ku hûnê xeber din, lê Rʼuhʼê Pîroz. Bira wê birê xwe bide kuştinê û bav kurʼê xwe. Zarʼê rʼabine ser dê û bavê xwe û wan bidine kuştinê. Û bona navê Min hûnê ber çʼeʼvê hʼemûya rʼeş bin. Lê ewê ku hʼeta xilazîyê teyax ke, ewê xilaz be. Awa çaxê hûn wê ‹hʼeramîya wêrankirinê› bibînin, li wî cîyê necayîz sekinî», (ewê ku dixûne bira feʼm bike) «hingê ewêd ku Cihûstanêda ne bira birʼevine çʼîya. Û ewê ku ser xanî ye bira jorda neyê xwarê û nekʼeve hindurʼ, wekî tiştekî hilde. Û ewê ku kʼewşênda ye bira venegerʼe ku pʼotê xwe hilde. Lê wey li hʼemla û destdergûşa wan rʼojada! Dua bikin ku ev yek zivistanêda neqewime. Çimkî wan rʼojada wê tengasîke usa bibe, wekî ji rʼoja ku Xwedê dinya eʼfirandîye hʼeta niha nebûye û ne jî wê bibe. Heger Xudan ew rʼoj kin nekirina, tʼu kes xilaz nedibû, lê bona xatirê wan bijartîyêd ku Wî bijartine, ew rʼoj kin kirine. Hingê, heger yek werʼa bêje: ‹Mesîh va ye li vir e›, yan jî: ‹Wa ye dera han e›, bawer nekin. Çimkî mesîh û pʼêxemberêd derew wê derên. Wê nîşan û kʼeremeta bikin, heger dest wanva bê, wê bijartîya jî bixalifînin. Lê hûn haş ji xwe hebin! Min her tişt pêşda werʼa got. Lê wan rʼojada, pey wê tengasîyêrʼa, ‹rʼûyê rʼoyê wê bê girtinê û hîvê rʼonaya xwe nede, steyrkê ji eʼzmên bikʼevin, û tʼopêd eʼzmana wê ji rʼîyêd xwe derên ›. Û hingê wê bibînin, Kurʼê Mêriv bi qewata mezin û rʼûmet eʼwrava tê. Wî çaxî Ewê milyakʼetêd Xwe bişîne û bijartîyêd Xwe ji her çar qulba berev ke, ji pʼerʼêd eʼrdê girtî hʼeta pʼerʼêd eʼzmên. Ji dara hêjîrê dersekê hîn bin: Çaxê ku çʼiqilêd wê terʼ dibin û belgêd wê dibişkivin, îdî hûn zanin ku havîn nêzîk e. Usa jî gava hûn bibînin ku ev yek diqewimin, bizanibin ku Ew nêzîk e, li ber şêmîkê ye. Ez rʼast werʼa dibêjim, eva nisila derbaz nabe, hʼeta ku ev hʼemû tişt neqewimin. Eʼrd û eʼzmanê derbaz bin, lê gotinêd Min tʼu car derbaz nabin. Lê bona wê rʼojê û wê sihʼetê tʼu kes nizane, ne milyakʼetêd eʼzmên û ne jî Kurʼ, lê tʼenê Bav. Haş ji xwe hebin! Hʼişyar bimînin! Çimkî hûn nizanin kʼengê wextê pêrʼa bigihîje. Ev yek mîna merivekî ye, ku mala xwe dihêle û derdikʼeve rʼêwîtîyê. Berî çûyînê tʼemîya mala xwe dide xulamêd xwe, şixulê wan her kesî didê û eʼmirî ser dergehvan dike, ku hʼişyar bimîne. Bona vê yekê hʼişyar bimînin, çimkî hûn nizanin malxê malê wê kʼengê bê, êvarê yan nîvê şevê, yan wextê bangdana dîka, yan serê sibehê. Nebe ku nişkêva Ew bê û we xewêda bigire. Ez çi werʼa dibêjim, hʼemûyarʼa dibêjim: Hʼişyar bimînin!» Awa du rʼoj şûnda wê Cejina Derbazbûnê û Cejina Nanê Şkeva bibûya. Serekêd kʼahîna û qanûnzana mecalekê digerʼîyan, ku çawa Îsa dizîva bi fêlbazîyê bigirin, bikujin û digotin: «Bira ev yek cejinêda nîbe, wekî cimeʼt rʼanebe ser niga». Gava Îsa li Beytanyayê mala Şimhʼûnê kʼotîda, li ser sifrê rʼûniştî bû, kʼulfetek hat, derdaneke wêye alabastirêyî rʼûnê nardêyî safî û gelekî biha hebû. Wê ew şûşe şkênand û ew rʼûn rʼête ser serê Îsa. Hineke wir hêrs kʼetin û hevrʼa digotin: «Hʼeyfa vî rʼûnî! Çima eva zîyana bû? Me dikaribû ev rʼûna sêsid zîvî zêdetir bifirota û belayî feqîra kira». Bi vî awayî ew kʼulfeta rʼezîl kirin. Lê Îsa got: «Ji wê kʼulfetê vegerʼin! Çima hûn xatirê wê dikʼevin? Ewê tiştekî qenc bona Min kir. Feqîrê her gav tʼevî we bin. Kʼengê hûn bixwazin, hûn dikarin qencîyê wanrʼa bikin. Lê Ezê her gav nav weda nîbim. Çi ji destê wê dihat ewê kir. Ewê pêşda bedena Min definkirinêrʼa rʼûn kir. Ez rʼast werʼa dibêjim, dinyayêda kʼîderê eva Mizgînîya bê dannasînkirinê, wê kirina vê kʼulfetê jî bona bîranîna wê bê gotinê». Hingê Cihûdayê Îsxeryotî, yekî ji her donzdeha, çû cem serekêd kʼahîna, wekî Îsa bide destê wan. Wan jî gava ev yek bihîst, şa bûn û pʼere wîrʼa soz dan. Û Cihûda ji hingêva mecalekê digerʼîya ku çawa Îsa bide destê wan. Rʼoja pêşine Cejina Nanê Şkevada ku berxê qurbana Cejina Derbazbûnê dihate serjêkirinê, şagirta ji Îsa pirsî: «Tu li kʼu dixwazî Şîva Cejina Derbazbûnê bixwî, wekî em herʼin terʼa hazir kin?» Îsa du şagirtêd Xwe şandin û wanrʼa got: «Herʼine bajêr. Merivekê rʼastî we bê, cêrʼê avê li ser mila. Pey wî herʼine wê mala ku ew diçê û bêjine xweyê malê: ‹Dersdar dibêje: Kʼanê ew oda mêvana, ya ku Ezê têda tʼevî şagirtêd Xwe şîva Cejina Derbazbûnê bixwim?› Hingê ewê li qatê jorin odeke mezine hevdayî û hazir nîşanî we ke, li wê derê şîvê bona me hazir kin». Şagirta da ser rʼê çûne bajêr û çawa ku wanarʼa gotibû usa jî dîtin û şîva Cejina Derbazbûnê hazir kirin. Gava rʼo çû ava, Îsa tʼevî her donzdeha çû wê derê. Çaxê li ser sifrê rʼûniştin û nanê xwe dixwarin, Îsa got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, yekî ji we wê nemamîya Min bike, yê ku tʼevî Min nên dixwe». Ew ber xwe kʼetin û destpêkirin yek-yek ji Wî pirsîn: «Dibe ku ez im?» Ewî wanrʼa got: «Ew yek nava we her donzdehada ye, yê ku peʼrîyê xwe tʼevî Min tʼasêda dike. Rʼast Kurʼê Mêriv wê usa herʼe çawa ku bona Wî hatîye nivîsarê. Lê wey li wî merivê ku nemamîya Kurʼê Mêriv bike! Wîrʼa hê qenc bû ku ew qet dinê nekʼeta». Gava wana hê nan dixwar, Îsa nan hilda şikirî da, kerkir da şagirta û got: «Han hildin! Eva bedena Min e». Peyrʼa kʼas hilda şikirî da û da wan. Hʼemûya jî ji wê vexwar. Û wanrʼa got: «Eva xûna Min e bona peymanê, ku bona geleka tê rʼêtinê. Ez rʼast werʼa dibêjim, îdî Ez ji vir şûnda tʼu car ji meya tirîyê venaxwim, hʼeta wê rʼoja ku Ezê Pʼadşatîya Xwedêda ji ya nû vexwim». Paşê wana zebûrek stira, derkʼetin çûne çʼîyayê Zeytʼûnê. Û Îsa wanrʼa got: «Hûn hʼemûyê jî ji Min pʼişk bin herʼin, çimkî nivîsar e: ‹Ezê li şivên xim û pezê jî bela-belayî be›. Lê gava ku Ez ji mirinê rʼabim, Ezê berî we herʼime Celîlê». Petrûs jêrʼa got: «Heger hʼemû jî ji Te pʼişk bin herʼin, lê ez na». Îsa wîrʼa got: «Ez rʼast terʼa dibêjim, hema îşev hê berî ku dîk du cara bang de, tê sê cara Min înkʼar kî». Lê Petrûs ser ya xwe dima û digot: «Heger cî bê, ezê tʼevî Te bimirim jî, lê tʼu car Te înkʼar nakim!» Hʼemûya jî aha digot. Pey wê yekêrʼa ew çûne wî cîyê ku jêrʼa Gêtşemanî dibêjin û Ewî şagirtêd Xwerʼa got: «Vira rʼûnên, hʼeta ku Ez dua bikim». Wî Petrûs, Aqûb û Yûhʼenna tʼevî Xwe birin û destpêkir kʼeser kʼişand û Xweda şewitî. Wî wanrʼa got: «Dilê Min haqas derd û kʼeder e, mîna ber mirinê. Vira bimînin û hʼişyar bin». Hinekî pêşda çû, Xwe deverʼû avîte eʼrdê û dua kir, ku heger mecal hebe, eva sihʼeta ser Wîrʼa derbaz be. Û got: «Abba, Bavo! Her mecal ji destê Te tê. Evê kʼasê ji Min dûr xe. Lê bira xwestina Min nîbe, lê ya Te be». Paşê hate cem şagirta, ew rʼazayî dîtin û gote Petrûs: «Şimhʼûn, tu rʼazayî? Te nikaribû ku sihʼetekê tu hʼişyar bimayî? Hʼişyar bimînin û dua bikin, wekî hûn nekʼevine nava cêrʼibandinê. Belê rʼuhʼ rʼazî ye, lê beden sist e». Dîsa çû dua kir, xût ew xeber gotin. Û hat dîsa ew xewêda dîtin, çimkî çʼeʼvêd wan ji xewê venedibûn. Û nizanibûn çi caba Wî bidana. Cara sisîya jî hat û wanrʼa got: «Hûn hela hê rʼazayî ne û rʼihʼet dibin? Bes e! Wext pêrʼa gihîşt. Va ye Kurʼê Mêriv dikʼeve destê gunekʼara. Rʼabin em herʼin. Va ye ewê ku nemamîya Min dike nêzîk bû». Hema hingê gava Wî hê xeber dida, Cihûdayê ku yek ji her donzdeha bû, hat. Ewî tʼevî xwe ji alîyê serekêd kʼahîna, qanûnzana û rʼûspîyada eʼlaleteke giran anîbû, bi dara û şûra. Awa nemamê Wî eʼşeret dabû wan û gotibû: «Ez kʼîjanî ku rʼamûsim, Ew e, Wî bigirin û bi fesal bibin». Hema hingê jî Cihûda hate cem Îsa û got: «Dersdar! » û rʼamûsa. Wana dest avîte Îsa û Ew girtin. Lê yekî ji yêd ku tʼevî Wî sekinî bûn, şûrê xwe kʼişand li xulamê serekkʼahîn xist û guhê wî pekand. Hingê Îsa wanrʼa got: «Tê bêjî we ser qaçaxekîda girtîye, ku hûn bi dara û şûra hatine Min bigirin? Ne Ez her rʼoj tʼevî we pʼaristgehêda bûm Min hûn hîn dikirin, lê we Ez nedigirtim. Lê bona ku nivîsar bêne sêrî, ev yek qewimî». Hingê hʼemû şagirta Ew hişt û rʼevîn. Xortek pey Wî diçû, pʼarçʼekî kʼitanê li bedena wîye teʼzî pʼêçʼayî bû. Eʼlaletê ew girt, lê wî ew kʼitan hişt û rʼût-teʼzî ji destê wan rʼevî. Îsa birine cem serekkʼahîn. Hʼemû serekêd kʼahîna, rʼûspî û qanûnzan wir civîyan. Petrûs dûrva pʼê-pʼê pey Wî çû, hʼeta kʼete hʼewşa serekkʼahîn. Wir tʼevî nobedara li ber êgir rʼûnişt û xwe germ dikir. Serekêd kʼahîna û tʼemamîya civîna giregira jî li şeʼdetîke miqabilî Îsa digerʼîyan, wekî Wî bikujin, lê ne didîtin. Geleka miqabilî Wî şeʼdetîya derew dida, lê şeʼdetîya wan hevdu nedigirt. Hingê hinek rʼabûn û miqabilî Wî şeʼdetîya derew dan û gotin: «Me bihîst ku Vî merivî got: ‹Ezê vê pʼaristgeha ku bi desta hatîye çêkirinê hilşînim û sê rʼojada pʼaristgeheke dine bê destlêkʼetin çêkim›». Lê şeʼdetîya wan jî hevdu nedigirt. Hingê serekkʼahîn rʼabû nava wanda sekinî û ji Îsa pirsî: «Bona van şeʼdetîya ku evana miqabilî Te didin Tu çima cabekê nadî?» Lê Ewî dengê Xwe nekir û tʼu cab neda. Serekkʼahîn dîsa ji Wî pirsî û gotê: «Tu yî Mesîh, Kurʼê Yê hêjayî şikirîyê?» Îsa gotê: «Ez im. Û hûnê Kurʼê Mêriv li kʼêleka Yê Herî Zor, li milê wîyî rʼastê rʼûniştî û li ser eʼwrêd eʼzmên tê bibînin». Hingê serekkʼahîn kʼincêd xwe qelaştin û got: «Îdî şeʼde çî merʼa ne? We bihîst Ewî çawa Xwedê bêhurmet kir! Weva çawa xuya dibe?» Hʼemûya jî Ew neheq kirin gotin, ku Ew yê kuştinê ye. Hingê hineka destpêkir tʼûyî Wî kirin, rʼûyê Wî nixamtin, dane ber kʼulma û jêrʼa gotin: «De pʼêxembertîyê bike!» Nobedara jî Ew bir û dane ber şemaqa. Gava Petrûs li jêrê hʼewşêda bû, ji carîyêd serekkʼahîn yek hate wir. Ewê ku dît Petrûs xwe li ber êgir germ dike, li wî nihêrʼî û got: «Tu jî tʼevî ewî nisretî bûyî, tʼevî Îsa». Lê ewî înkʼar kir û got: «Ez nizanim û feʼm nakim ku tu çi dibêjî». Ew ji hʼewşê derkʼet çû sivdera li ber dergeh, dîk bang da. Gava ku carîyê ew li wê derê dît, dîsa gote yêd dor-bera sekinî bûn: «Eva jî yekî ji wan e». Lê ewî dîsa înkʼar kir. Û xêlekê şûnda, yêd ku wir sekinî bûn, dîsa Petrûsrʼa gotin: «Hebe-tʼunebe tu jî ji wan î, çimkî tu ji Celîlê yî û xeberdana te jî te difiroşe ». Lê Petrûs dest bi nifirʼa kir, sond xwar û got: «Ez Wî merivî nas nakim, bona kʼîjanî hûn dibêjin». Pêrʼa-pêrʼa dîk cara duda bang da. Û Petrûs ew gotina Îsa ku wîrʼa gotibû anî bîra xwe: «Berî ku dîk du cara bang de, tê sê cara Min înkʼar kî». Li ser vê yekê destpêkir girîya. Serê sibehê zû serekêd kʼahîna tʼevî rʼûspîya, qanûnzana û tʼemamîya civîna giregirarʼa şêwirîn. Îsa girêdan û birin dane destê Pîlato. Pîlato ji Wî pirsî û got: «Tu yî Pʼadşê cihûya?» Ewî cab da û got: «Te bi devê xwe got». Hingê serekêd kʼahîna gelek tiştada avîtine Wî. Pîlato dîsa ji Wî pirsî û got: «Tu qet cabekê nadî? Dîna Xwe bidê, ku çiqasî davêjine Te!» Lê Îsa îdî tʼu cab neda wî, hʼeta ku Pîlato şaş ma. Awa her Cejina Derbazbûnêda eʼdetê welî bû, ku girtîkî cimeʼtêrʼa berʼde, kʼîjan ku wan bixwesta. Girtîk kelêda hebû navê wî Barabas, ku tʼevî rʼaberîkʼarêd hevalêd xwe serhildanêda mêr kuştibûn. Eʼlalet civîya û ji welî xwest ku ew li anegorî wî eʼdetê xwe xwestina wan bike. Pîlato jî wanrʼa got: «Hûn dixwazin wekî ez bona we Pʼadşê cihûya berʼdim?» Ewî zanibû ku serekêd kʼahîna ji dest hʼevsûdîyê Îsa dabûne destê wî. Lê serekêd kʼahîna hê nav eʼlaletê dan, ku bixwazin wekî Barabas bona wan bê berʼdanê. Pîlato dîsa ji wan pirsî û got: «Lê ez îdî Ewî çawa bikim, yê ku hûn jêrʼa Pʼadşê cihûya dibêjin?» Wana kire qîrʼîn û gotin: «Wî xaç ke!» Pîlato wanrʼa got: «Çima? Evî çi xirabî kirîye?» Lê wana hê dikire qîrʼîn: «Wî xaç ke!» Pîlato xwest ku eʼlalet rʼazî kira, Barabas bona wan berʼda. Û Îsa da ber qamçîya û da destê wan, wekî bê xaçkirinê. Hingê eskera Ew bire hindurʼê serayê, awa gotî hʼewşa qesira welî û hʼemû rʼefa eskera li ser civandin. Çuxekî şîrk lê kirin û tʼacek ji stirîya vegirtî dane sêrî. Destpêkirin silav danê û gotin: «Xweş be Pʼadşê cihûya!» Pê qamîş li serê Wî dixistin, tʼûyî Wî dikirin û li ser çoka li ber Wî ta dibûn. Lê pey qerfkirinêrʼa, ew çuxê şîrk jê êxistin, kʼincêd Wî lê kirin û birine derva ku Wî xaç kin. Şimhʼûnê ji Kûrênê, bavê Skender û Rʼûfo wirrʼa derbaz dibû, ku ji kʼewşên dihat. Eskera pʼêyî ser wî kirin ku xaçê Îsa hilde. Îsa birine wî cîyê ku jêrʼa Golgota digotin, ku tê feʼmkirinê: «Cîyê Qafa». Şerava zimir tʼevkirî danê ku vexwe, lê Wî venexwar. Ew xaç kirin, ser kʼincêd Wî pʼeşk avîtin, kʼa kʼêrʼa wê çi bikʼeve, nava xweda bela kirin. Û sibehê sihʼet nehe bû, gava Ew xaç kirin. Nivîsara neheqîya Wî aha nivîsar bû: «PʼADŞÊ CIHÛYA». Tʼevî Wî du qaçax jî xaç kirin, yek li milê Wîyî rʼastê, yê din li milê Wîyî çʼepê. Bi vî awayî ew nivîsar hate sêrî, ya ku dibêje: «Ew tʼevî zulmkʼara hate hʼesabê». Û ewêd ku wirrʼa diçûn-dihatin, ew bêhurmet dikirin, serê xwe dihʼejandin û digotinê: «Hêyî! Ne Teyê pʼaristgeh hilşanda û sê rʼojada çêkira, de Xwe xilaz ke, ji xaç were xwarê!» Usa jî serekêd kʼahîna tʼevî qanûnzana nav xweda qerfê xwe lê dikirin û digotin: «Xelq xilaz kir, lê Xwe nikare xilaz ke! De bira niha Mesîh, Pʼadşê Îsraêlê ji xaçê bê xwarê, wekî em bibînin û bawer bikin». Yêd tʼevî Wî hatibûne xaçkirinê jî teʼn li Wî dixistin. Nîvro ji sihʼeta donzdeha hʼeta sihʼeta sisîya, tʼemamîya eʼrdê bû teʼrî. Û sihʼeta sisîya Îsa bi dengekî bilind kire qîrʼîn û got: «Êloyî, Êloyî, lama sabaxtanî?» ku tê feʼmkirinê: «Xwedêyê Min, Xwedêyê Min, Te çima Ez hiştim?» Ewê ku nêzîk sekinîbûn, gava ev xeber bihîstin, gotin: «Binihêrʼin, Ew gazî Êlyas dike». Ji wan yek bezî, lûfika beʼrê hilda sirkêda kir, qamîşekîva danî û dirêjî Wî kir, ku vexwe û got: «Bisekinin. Em bibînin kʼa Êlyasê bê Wî bîne xwarê». Îsa bi dengekî bilind kire qîrʼîn û rʼuhʼê Xwe da. Wî çaxî pʼerʼda pʼaristgehê ji sêrî hʼeta binî qelişî, bû du tîşa. Sersedê ku li pêşberî Îsa sekinî bû, gava dît ku Îsa çawa rʼuhʼê Xwe da, got: «Rʼastî jî eva Meriva Kurʼê Xwedê bû!» Li wê derê kʼulfet jî hebûn, ku dûrva li vê yekê dinihêrʼîn. Meryema Mejdelanî, Meryema dîya her du bira, Aqûbê biçʼûk û Yûsês û usa jî Seloma nav wanda bûn. Evana hingê, gava Îsa li Celîlê bû, pey Wî diçûn û jêrʼa xizmetkʼarî dikirin. Pêştirî van, gelek kʼulfetêd din jî wir hebûn, ku tʼevî Îsa hatibûne Orşelîmê. Ev yek rʼoja tʼivdarekkirinê bû, awa gotî rʼoja berî şemîyê. Berê êvarê Ûsivê Arîmetyayî hat, ew yekî xweyîqedir û endemê civîna giregira bû. Ew xwexa jî li hîvîya Pʼadşatîya Xwedê bû. Wî turuş kir, çû cem Pîlato, cinyazê Îsa jê xwest. Pîlato bihîst ku Îsa îdî mirîye, eʼcêbmayî ma. Gazî sersed kir û jê pirsî: «Rʼast e ku Ew usa zû mirîye?» Gava ew ji sersed eʼseyî pê hʼesîya, cinyaz da Ûsiv. Wî qedekê kʼitanî kʼirʼî, cinyaz anî xwarê, pê kʼefen kir, tʼirbekêda danî, ya ku qeyêda kʼolayî bû. Kevirek hol kire ber derê tʼirbê. Meryema Mejdelanî û Meryema dîya Yûsês dîtin ku ew li kʼu derê hate definkirinê. Pey rʼoja şemîyêrʼa Meryema Mejdelanî, Meryema dîya Aqûb û Seloma çûn biharet kʼirʼîn, wekî herʼin li cinyazê Îsa din. Rʼoja hʼeftîyêye pêşin serê sibehê zû, wextê rʼo derkʼet, ew çûne ser tʼirbê. Wana rʼêva hevrʼa digot: «Kʼî wê bona me kevir ji ber derê tʼirbê hol ke?» Çimkî kevir gelekî mezin bû. Û gava ku li jorê nihêrʼîn, dîna xwe danê, ku kevir ji ber hol kirî ye. Û çaxê çûne hindurʼê tʼirbê, dîna xwe danê, xortekî çuxê sipî wergirtî wê li alîyê rʼastê rʼûniştî ye. Kʼulfet gelek zendegirtî man. Lê ewî wanrʼa got: «Zendegirtî nemînin! Hûn li wî Îsayê Nisretê digerʼin, Yê ku hate xaçkirinê. Ew ji mirinê rʼabûye! Ew ne li vir e. Va ye ew cîyê ku Ew lê danîbû. De niha herʼin bêjine şagirtêd Wî û Petrûs, ku Ewê berî we herʼe Celîlê. Li wir hûnê Wî bibînin, çawa ku Ewî werʼa gotîye». Ew kʼulfet ji tʼirbê derkʼetin rʼevîn, çimkî rʼisasê ew girtibûn û dilerizîn. Kesîrʼa jî tiştek negotin, çimkî sawê li wan girtibû. Gava Îsa rʼoja hʼeftîyêye pêşin sibehê zû ji mirinê rʼabû, Wî pêşîyê Xwe nîşanî Meryema Mejdelanî kir, ya ku hʼeft cin jê derxistibû. Ewê jî çû ew yek gîhande ewêd ku tʼevî Îsa gerʼîyabûn, ku şîn dikirin û digirîyan. Lê gava wana bihîst ku Îsa sax e û Xwe nîşanî Meryemê kirîye, bawer nekirin. Pey van yekarʼa Ewî Xwe dilqekî dinda nîşanî ji wan duda kir, yêd ku diçûne kʼewşên. Ewana jî çûn ew xeber gîhandine yêd mayîn. Lê gotina wan jî bawer nekirin. Pey vê yekêrʼa Îsa Xwe nîşanî yanzdeha kir, gava ew li ser sifrê rʼûniştibûn. Ewî li wan hilat bona nebawerî û serhʼişkîya wan, çimkî wana yêd ku Ew ji mirinê rʼabûyî dîtibûn bawer nekirin. Û wanrʼa got: «Herʼine her çar alîyêd dinyayê û Mizgînîyê bidine her merivî. Ewê ku bawer bike û bê nixumandinê wê xilaz be, lê ewê ku bawer neke dîwana wî wê bibe. Ewê ku bawer dikin, ev nîşanê wanrʼa dîyar bin: Bi navê Min wê cina derxin, bi zimanêd nû wê xeber din, wê meʼra bi destê xwe bigirin û heger ew tiştekî jeʼr jî vexwin, tʼu zirarê li wan nebe. Ewê destêd xwe daynine ser nexweşa û nexweşê qenc bin». Awa Xudan Îsa pey wê xeberdana tʼevî wanrʼa hilkʼişîya eʼzmên û li milê Xwedêyî rʼastê rʼûnişt. Şagirt jî çûn, li her cîyî dannasîn kirin. Xudan piştovanê wan bû û bi van nîşana xebera Xwe dida îzbatkirinê, kʼîjanêd ku bi destê wan dibûn. Tʼêyofîloyê xweyîqedir, niha geleka destpêkirîye serhatîya wan tiştêd nava meda bûyî usa rʼêz kin, çawa ewêd ku pêşîyê bi çʼeʼvê xwe dîtibûn û ev Mizgînî bela dikirin, merʼa gotin. Ez jî çawa yekî hê zûva rʼast pey wan hʼemû tişta diçûm, min rʼê têrʼa dît ku bi hûr-gilî terʼa binivîsim, wekî tu rʼastîya wan tiştêd ku hîn bûyî, bizanibî. Çaxê Hêrodes pʼadşayê Cihûstanê bû, kʼahînek ji bereka Ebîya hebû, navê wî Zekerîya bû. Jina wî jî ji eʼsilê Harûn bû, navê wê Êlîzabêt. Evana her du jî li ber Xwedê rʼast bûn û nav hʼemû tʼemî û qanûnêd Xudanda bêqusûr diçûn. Lê zarʼêd wan tʼunebûn, çimkî Êlîzabêtê zarʼ nedanîn û her duya jî eʼmirê xwe derbaz kiribûn. Awa çaxê Zekerîya dora bereka xweda xizmetkʼarîya kʼahîntîyê li ber Xwedê dikir, bi eʼdetê kʼahîntîyêda pʼeşk wîrʼa kʼet, ku herʼe pʼaristgeha Xudan, bixûrê bişewitîne. Û dema şewitandina bixûrê, tʼemamîya cimeʼtê derva dua dikir. Hingê milyakʼetê Xudan wîva xuya bû û alîyê rʼastêva kʼêleka gorîgeha bixûrê sekinî. Çaxê Zekerîya dît, tʼevîhev bû û saw kʼete ser wî. Lê milyakʼet wîrʼa got: «Zekerîya, netirse! Dua te hate bihîstinê, kʼulfeta te Êlîzabêtê terʼa kurʼekî bîne û tê navê wî Yûhʼenna daynî. Ewê terʼa bibe eşq û şayî û gelekê bi bûyîna wî şa bin. Çimkî ewê li ber Xudan mezin be. Tʼu car gerekê şerav-araqê venexwe. Û hê zikê dîya xweda, wê bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî be. Wê ji zarʼêd Îsraêlê geleka berbi Xudan Xwedêyê wan vegerʼîne. Ewê bi rʼuhʼ û qewata Êlyas pʼêxember pêşîya Xudanva herʼe, wê dilê bava ser zarʼada û neêlima berbi feʼmdarîya rʼasta vegerʼîne, wekî cimeʼtekê bona Xudan hazir ke». Zekerîya milyakʼetrʼa got: «Ezê vê yekê çawa bizanibim? Ez kal im û kʼulfeta min jî eʼmirê xwe îdî derbaz kirîye». Milyakʼet lê vegerʼand û gotê: «Ez Cibrayîl im, ku li ber Xwedê disekinim. Û ez hatime şandinê, ku terʼa bêjim û vê mizgînîyê bidime te. Va tê lal bî û nikaribî xeber dî, hʼeta wê rʼoja ku ev tişt bêne sêrî, çimkî te ew gotinêd min bawer nekirin, ku wê wextê xweda bêne sêrî». Hʼeta hingê cimeʼt hîvîya Zekerîya bû û eʼcêbmayî diman, ku ew pʼaristgehêda derengî dikʼet. Û çaxê ew derkʼete derva, îdî nikaribû wanarʼa xeber da. Wana şik bir, ku pʼaristgehêda tişt hatîye li ber çʼeʼva. Û ewî bi nîşana wanarʼa xeber dida û lal ma. Gava rʼojêd xizmetkirina wî xilaz bûn, çû mala xwe. Pey wan rʼojarʼa, kʼulfeta wî, Êlîzabêt hʼemle derkʼet, pênc meha ewê xwe vedişart û digot: «Ev çi yek bû van rʼojada Xudan bona min kir, hʼalê minda nihêrʼî û qara min ji nav meriva da hildanê». Meha şeşada Xwedê milyakʼet Cibrayîl şande bajarekî Celîlê ku navê wî Nisret bû, cem qîzeke bikʼir, ya ku merivekî bi navê Ûsivê mala Dawidrʼa nîşankirî bû. Navê qîzikê Meryem bû. Milyakʼet wêva xuya bû û gotê: «Silav li te qîzika kʼerem lê bûyîyê, Xudan tʼevî te ye ». Ewa ser gotina wî tʼevîhev bû û fikirî: «Gelo ev çi silav e?» Û milyakʼet jêrʼa got: «Meryem, netirse! Çimkî te kʼerem ji Xwedê stand. Va tê hʼemle derêyî Kurʼekî bînî û navê Wî Îsa daynî. Ewê mezin be û Kurʼê Yê Herî Jorin wê bê gotinê. Û Xudan Xwedê wê tʼextê bavê Wî Dawid bide Wî. Ewê hʼeta-hʼetayê pʼadşatîyê ser mala Aqûb bike û xilazîya Pʼadşatîya Wî wê tʼunebe». Meryemê milyakʼetrʼa got: «Ev yekê çawa bibe, çimkî ez hela hê qîz im?» Milyakʼet lê vegerʼand û got: «Rʼuhʼê Pîroz wê bê ser te û qewata Yê Herî Jorin wê ser te bike sî. Bona vê yekê ew Pîrozê ku wê ji te bibe, ew Kurʼê Xwedê wê bê gotinê. Va ye omida te Êlîzabêt jî, ya ku bêzurʼet dihate gotinê, wê mezinayîya xweda eva meha şeşa ye kurʼekîda hʼemle ye. Çimkî cem Xwedê tiştekî nebûyînê tʼune». Wî çaxî Meryemê got: «Ez carîya Xudan im. Bira anegorî gotina te bona min bibe». Û milyakʼet ji cem wê çû. Wan rʼojada Meryem rʼabû lez çû alîyê çʼîya, bajarekî Cihûda. Ew kʼete mala Zekerîya û silav da Êlîzabêtê. Gava Êlîzabêtê silava Meryemê bihîst, zarʼok zikê wêda livîya. Êlîzabêt Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî bû û bi dengekî bilind kire gazî got: «Tu nav kʼulfetada bimbarek î û berê zikê teda jî bimbarek e. Ev çi bextewarîk e ku dîya Xudanê min ser minda hat? Gava dengê silava te kʼete guhê min, zarʼok zikê minda ji şabûna lîst. Xwezî li wê, ku gotina Xudan bawer dike, ku çi jêrʼa hatîye gotinê, wê bê sêrî». Meryemê got: «Nefsa min pesinê Xudan dide û rʼuhʼê min bi Xwedê Xilazkirê min şa dibe, çimkî Ewî berê Xwe milûktîya carîya Xweda kir. Va ji vir şûnda hʼemû nisilê xwezîya xwe li min bînin, çimkî Xwedêyê Zor bona min tiştêd pʼirʼ mezin kirin. Navê Wî pîroz e. Rʼeʼma Wî qirʼne-qirʼne li ser wan e, yêd ku ji Wî ditirsin. Qewata destê Xwe Ewî da kʼifşê û yêd ku dilê xweda kʼubar-babax in bela-belayî kirin. Yêd qewat ji kʼursîya anîn xwarê û yêd milûk bilind kirin. Yêd birʼçî bi tiştêd qenc tʼêr kirin û yêd dewletî destvala verʼêkirin. Rʼeʼma Xwe anî bîra Xwe, alî xulamê Xwe, Îsraêl kir, çawa kal-bavêd me, Birahîm û zurʼeta wîrʼa bona hʼeta-hʼetayê sozê Xwe dabû». Meryem weke sê meha cem Êlîzabêtê ma, paşê vegerʼîya mala xwe. Awa dema welidandina Êlîzabêtê pêrʼa gihîşt, kurʼek jêrʼa bû. Heval-hogirêd wê bihîstin ku Xudan rʼeʼma xweye mezin bona wê kirîye, tʼevî wê şa dibûn. Rʼoja hʼeyştada hatin ku kurʼik sinet kin û navê bavê wî Zekerîya lê kin. Lê dîya wî got: «Na, navê wî gerekê Yûhʼenna be». Wêrʼa gotin: «Nava merivêd teda bi wî navî kesek tʼune». Hingê wana bi nîşana ji bavê wî pirsîn ku çi navî dixwaze wî ke. Ewî jî tʼextek xwest û li ser nivîsî: «Navê wî Yûhʼenna ye». Hʼemû eʼcêbmayî man. Destxweda zar-zimanê wî vebû, xeber da, şikirî da Xwedê. Tirsê hʼemû cînarêd wan girt û tʼemamîya çʼîyayêd Cihûstanêda bona vê yekê dihate gotinê. Hʼemûyêd ku dibihîstin, bîra xweda xwey dikirin, digotin: «Gelo ev kurʼikê bibe çi?» Çimkî destê Xudan pêrʼa bû. Bavê wî Zekerîya bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bû, pʼêxembertî kir û got: «Şikir ji Xudan Xwedêyê Îsraêlêrʼa ku serîk da cimeʼta Xwe û azayî jêrʼa anî. Ji mala xulamê Xwe Dawid bona me Xilazkirekî zor rʼakir, çawa Ewî hê berêda bi devê pʼêxemberêd Xweye pîroz gotîye, ku em ji dijminêd xwe û destê hʼemû xêrnexwaza xilaz bin, rʼeʼmê kal-bavêd me bike, peymana Xweye pîroz û wê sonda ku bavê me Birahîmrʼa xwar bîr bîne, wekî ji destê dijmina azabûyî, em bikaribin bê tirs û xof, hʼemû rʼojêd eʼmirê xweda, rʼast û hʼelal Wî bihʼebînin. Tu, lo kurʼiko, tê pʼêxemberê Yê Herî Jorin bêyî gotinê, tê pêşîya Xudanva herʼî, wekî rʼîya Wî hazir kî û zanebûna azayîyê bidî cimeʼta Wî bi baxşandina gunêd wan. Ji rʼeʼm û hʼuba Xwedêyê me çawa jorda rʼo ku dertê, usa wê serîkî bide me, wekî yêd ku teʼrîstanîyê û bin sîya mirinêda dimînin rʼonayî ke û nigêd me dayne ser rʼîya eʼdilayîyê». Kurʼik mezin dibû û bi rʼuhʼ qewat digirt û hʼeta rʼoja Îsraêlêva xuya bû jî li berʼîyê dima. Wan rʼojada ji Awgûstoyê Qeyser eʼmir derkʼet, ku hʼemû merivêd Împêratorîya Rʼomayê bêne navnivîsarê. Ev navnivîsara pêşin hêna Kûrênyoyê welîyê Sûryayêda hate kirinê. Hʼemû diçûne bajarê xwe, ku her kes navê xwe bide nivîsarê. Ûsiv jî ji bajarê Nisreta Celîlê rʼabû hevraz çû Cihûstanê, bajarê bûyîna Dawid, ku jêrʼa Beytlehʼm digotin, çimkî ew ji mal û qebîla Dawid bû. Ew çû ku tʼevî Meryema dergîstîya xwe bikʼeve navnivîsarê. Meryem jî hʼemle bû. Çaxê ewana li Beytlehʼmê bûn, rʼoja welidandina wê pêrʼa gihîşt û kurʼê xweyî Nixurî anî, Ew pʼêçʼekêda pʼêçʼa û afirʼda danî, çimkî mêvanxanêda bona wan cî tʼunebû. Li wir çolê şivan hebûn, ku wê şevê xweyîtîya kerîyê pezêd xwe dikirin. Milyakʼetê Xudan wanva xuya bû û rʼûmeta Xudan dora wan şewq da, ew gelekî tirsîyan. Lê milyakʼet wanarʼa got: «Netirsin! Va ye ez Mizgînîya şabûneke mezin didime we, ku wê bona tʼemamîya milet be. Îro werʼa bajarê Dawidda Xilazkirek bû, ew Mesîh Xudan e. Eva werʼa bibe nîşan: Hûnê zarʼokekê pʼêçʼekêda pʼêçʼayî afirʼda bibînin». Nişkêva tʼevî wî ordîke milyakʼetêd eʼzmanaye mezin kʼifş bû, pesinê Xwedê didan û digotin: «Şikir Xwedêyê Herî Jorinrʼa, eʼdilayî ser dinê wan merivarʼa, ji kʼîjana Xwedê rʼazî ye ». Gava milyakʼet ji wan dûr kʼetin hilatine eʼzmên, şivana hevrʼa got: «De werin em herʼine Beytlehʼmê, ev tiştê bûyî, ku Xudan em pê hʼesandin, bibînin». Û bi lez hatin, Meryem, Ûsiv û Zarʼa afirʼda rʼazayî dîtin. Gava Ew dîtin, çi ku bona Kurʼik wanrʼa hatibû eʼlamkirinê, gotin. Her kesê ku ji şivana ev tişt dibihîstin, zendegirtî diman. Lê Meryemê ev hʼemû tişt dilê xweda xwey dikirin û li ser wan difikirî. Şivan vegerʼîyan, bona tiştêd bihîstî û dîtî pesin û şikirî didane Xwedê. Ev hʼemû usa bûn çawa wanarʼa hatibû gotinê. Rʼoja hʼeyşta gava kurʼik sinet kirin, navê Wî Îsa danîn, çawa ku hê berî hʼemlebûna dê, milyakʼet bona vê yekê gotibû. Çaxê anegorî Qanûna Mûsa rʼojêd paqijbûna wan tʼemam bûn, kurʼik birine Orşelîmê, ku Wî pʼêşkʼêşî Xudan kin, çawa ku Qanûna Xudanda nivîsar e: «Her nixurîkî nêrîn ku betʼinê vedike, nedirê Xudan be» û li gora gotina Qanûna Xudan: «Cotek fatimok yan jî du cûcûkêd kevotka» hʼedî bê dayînê. Hingê merivek Orşelîmêda hebû, navê wî Şimhʼûn bû. Ew merivekî rʼast, xwedêxof û li hîvîya berdilîya Îsraêlê bû. Rʼuhʼê Pîroz jî li ser wî bû û wîrʼa gotibû: «Hʼeta ku tu Mesîhê Xudan nebînî, namirî». Hingê ew bi rʼêberîya Rʼuhʼ hate pʼaristgehê. Çaxê dê û bavêva Îsayê biçʼûk anîn ku li gora eʼdetê Qanûnê bona Wî bikin, Şimhʼûn Kurʼik hilda da hʼemêza xwe, şikirî da Xwedê û got: «Ya Xweyî, niha li gora sozê Xwe bi xêr û silamet berdestîyê Xwe berʼde. Çimkî çʼeʼvê min azakirina Te dît, ya ku Te ber çʼeʼvê hʼemû mileta hazir kirîye, ku bibe rʼonayîya ber çʼeʼvê necihûya û qedir-hurmet cimeʼta Te Îsraêlrʼa». Dê û bavê Wî ser tiştêd ku Şimhʼûn bona Wî digotin, zendegirtî mabûn. Şimhʼûn dua wan kir û dîya Wî Meryemêrʼa got: «Bibihên, Eva ewî kʼifşkirî ye, Yê ku wê Îsraêlêda bibe sebebê kʼetin-rʼabûna geleka, usa jî bibe nîşanek, ku gelekê miqabilî Wî rʼabin û bi vî awayî fikirêd gelek dila wê eʼyan bin. Û dilê terʼa jî mîna tîrekê wê derbaz be». Li wir ji rʼikʼinyata Aşêr, qîzeke Fanowêle pʼêxember hebû, navê wê Hana. Ewê gelek eʼmir derbaz kiribû, pey qîztîya xwerʼa hʼeft sala cem mêrê xwe mabû. Ew jinebîke hʼeyştê çar salî bû û ji pʼaristgehê dûr nedikʼet, şev û rʼoj bi dua û rʼojîya Xwedê dihʼeband. Eva jî wê demê hat, şikirî da Xwedê û tʼevî hʼemûyêd ku çʼeʼvnihêrʼîya azabûna Orşelîmê bûn, derheqa kurʼikda xeber da. Gava Ûsiv û Meryemê her tişt li gora Qanûna Xudan kirin, vegerʼîyane Celîlê, bajarê xwe Nisretê Kurʼik mezin û qewat dibû, bi serwaxtîyê tʼijî dibû, kʼerema Xwedê jî bi Wîrʼa bû. Dê û bavê Wî her sal Cejina Derbazbûnêda diçûne Orşelîmê. Çaxê Ew bû donzdeh salî, li gora eʼdet ewana hevraz çûne cejinê. Gava rʼojêd cejinê xilaz bûn û paşda vedigerʼîyane mala xwe, Îsayê xişîm li Orşelîmê ma. Lê dê û bavê Wî haş ji Wî tʼunebûn, wana tʼirê tʼevî rʼêwîya ye. Rʼîya rʼojekê hatin, nav heval-hogirêd xweda li Wî gerʼîyan. Gava Ew nedîtin, paşda vegerʼîyane Orşelîmê, li Wî gerʼîyan. Rʼoja sisîya wana Ew pʼaristgehêda dît. Ew tʼevî dersdara rʼûniştibû, guhdarîya wan dikir û pirs didane wan. Hʼemûyêd ku xeberdana Wî dibihîstin, ser zanebûn û cabêd Wî zendegirtî diman. Gava dê û bavê Wî ew dîtin, hʼeyîrîn û dîya Wî jêrʼa got: «Lawo! Te çima usa serê me kir? Ez û bavê te kʼel-bîn li Te digerʼîyan». Ewî wanrʼa got: «Hûn çima li Min digerʼîyan? We nizanibû gerekê Ez mala Bavê Xweda bim?» Lê wana feʼm nekir Ewî çi got. Ew tʼevî wan vegerʼîya hate Nisretê û gurʼa wanda bû. Lê dîya Wî ev hʼemû tişt dilê xweda xwey dikirin. Û Îsa bi serwaxtîyê û bejinêda pêşda diçû û li Xwedê û meriva xweş dihat. Panzdeh salîya pʼadşatîya Tîberyoyê Qeyserda, Pîlatoyê Pontîyo welîyê Cihûstanê bû, Hêrodes serwêrê Celîlê bû, Fîlîpoyê birê wî serwêrê qeza Îtûryayê û Traxonîdayê bû û Lûsanyas serwêrê Avêlînyayê bû, Henan û Qeyafa jî serekkʼahîn bûn. Hingê xebera Xwedê berʼîyêda Yûhʼennayê kurʼê Zekerîyarʼa hat û Yûhʼenna hate hʼemû dor-berêd çʼemê Ûrdunê dannasîn dikir, ku cimeʼt ji gunekirinê vegerʼe û bi avê bê nixumandinê, wekî Xwedê wan bibaxşîne. Çawa kʼitêba Îşaya pʼêxemberda nivîsar e ku dibêje: «Dengê berʼîyêda dike gazî: ‹Rʼîya Xudan hazir bikin û şiverʼîyêd Wî rʼast bikin. Hʼemû gelî bira tʼijî bin, çʼîya-banî nimiz bin, rʼîyêd xaro-maro rʼast bin û çʼeʼl-çʼûl dûz bin. Û her kesê azayîya Xwedê bibîne›». Gelek dihatine cem Yûhʼenna, ku ji wî bêne nixumandinê. Ewî wanrʼa digot: «Çʼêjikêd meʼra! Kʼê werʼa got, ku hûn ji xezeba tê birʼevin? De bi kirêd qenc bidine kʼifşê, ku hûn ji gunekirinê vegerʼîyane. Û rʼanebin nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye›. Ez werʼa dibêjim, ku Xwedê ji van kevira jî dikare zarʼa Birahîmrʼa derxe. Va ye bivir li ser rʼawê darê ye. Her dara ku berê qenc neyne, wê bê birʼînê û avîtinê nava êgir». Eʼlaletê ji wî pirsî û got: «Lê em çi bikin?» Ewî li wan vegerʼand û got: «Du dest kʼincê kʼê hene, bira yekî bide wî, yê kʼê ku tʼune û xurekê kʼê heye, bira dîsa usa bike». Xercgir jî hatin ku bêne nixumandinê û wîrʼa gotin: «Dersdar, em çi bikin?» Ewî wanrʼa got: «Çiqas ji we tê xwestinê ji wî zêdetir nestînin». Eskera jî ji wî pirsî: «Lê em çi bikin?» Ewî wanrʼa got: «Kesekî neşêlînin, bêbextîyê li xelqê nekin û bi heqê xwe rʼazî bin». Hʼemû hîvîyê bûn û bona Yûhʼenna dilê xweda digotin: «Gelo ev e Mesîh?» Yûhʼenna li hʼemûya vegerʼand û got: «Ez we bi avê dinixumînim, lê Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me benê çarixêd Wî jî vekim. Ewê we pê Rʼuhʼê Pîroz û êgir binixumîne. Melhʼeba Wî destê Wîda ye. Ewê bêdera Xwe paqij ke, genim bike eʼmbara Xwe, lê kayê wê bi agirê ku natemire bişewitîne». Awa Yûhʼenna bi gelek tiştêd din jî xelq şîret dikir û Mizgînî dida. Lê gava Yûhʼenna li Hêrodesê serwêr jî hilat bona Hêrodîya jina birê wî û hʼemû xirabîyêd ku wî dikirin, hingê Hêrodes ser van kirinada ev neheqî jî kir, ku Yûhʼenna avîte kelê. Gava hʼemû cimeʼt dihate nixumandinê, Îsa jî hate nixumandinê. Wê demê ku dua dikir, eʼzman vebû û Rʼuhʼê Pîroz bi bedenî mîna kevotkekê ser Wî danî û dengek ji eʼzmên hat û got: «Tu kurʼê Minî delal î, ku Ez ji Te rʼazî me». Îsa nêzîkî sî salî bû, gava Ewî dest bi kʼarê Xwe kir û wan tʼirê Ew kurʼê Ûsiv bû, Ûsivê Elî, Elîyê Metat, Metatê Lêwî, Lêwîyê Melkʼê, Melkʼêyê Yannay, Yannayê Ûsiv, Ûsivê Metîtîya, Metîtîyayê Amos, Amosê Nehûm, Nehûmê Heslî, Heslîyê Necay, Necayê Mehat, Mehatê Metîtîya, Metîtîyayê Şêmeyîn, Şêmeyînê Yûsêx, Yûsêxê Yoda, Yodayê Yûhenan, Yûhenanê Rʼêşa, Rʼêşayê Zerûbabel, Zerûbabelê Şaltîyêl, Şaltîyêlê Nerî, Nerîyê Melkʼê, Melkʼêyê Êdî, Êdîyê Qosam, Qosamê Êlmedam, Êlmedamê Er, Erê Yêşû, Yêşûyê Êlîyazêr, Êlîyazêrê Yorîm, Yorîmê Metat, Metatê Lêwî, Lêwîyê Şimhʼûn, Şimhʼûnê Cihûda, Cihûdayê Ûsiv, Ûsivê Yonam, Yonamê Êlyaqîm, Êlyaqîmê Melyo, Melyoyê Mena, Menayê Metîtîya, Metîtîyayê Natʼan, Natʼanê Dawid, Dawidê Yêşa, Yêşayê Ovêd, Ovêdê Bowaz, Bowazê Selmon, Selmonê Nehşon, Nehşonê Amînadav, Amînadavê Admîn, Admînê Aram, Aramê Hesrûn, Hesrûnê Pêrês, Pêrêsê Cihûda, Cihûdayê Aqûb, Aqûbê Îshaq, Îshaqê Birahîm, Birahîmê Têrah, Têrahê Nehor, Nehorê Serûx, Serûxê Rʼêwo, Rʼêwoyê Pêlêg, Pêlêgê Eber, Eberê Şelah, Şelahê Qênan, Qênanê Arpexşad, Arpexşadê Sam, Samê Nuh, Nuhê Lamex, Lamexê Metûşela, Metûşelayê Henox, Henoxê Yarêd, Yarêdê Mahalalêl, Mahalalêlê Qênan, Qênanê Enoş, Enoşê Sêtʼ, Sêtʼê Adem û Ademê Xwedê. Îsa bi Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî ji Ûrdunê vegerʼîya, Rʼuhʼ berʼîyêda rʼêberîya Wî dikir, çil rʼojî ji mîrêcin hate cêrʼibandinê. Ewî wan rʼojada tiştek nexwar û gava ew rʼoj derbaz bûn, birʼçî bû. Hingê mîrêcin Wîrʼa got: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, vî kevirîrʼa bêje ku bibe nan». Îsa lê vegerʼand û got: «Nivîsar e: ‹Însan tʼenê bi nên najî› ». Hingê mîrêcin Ew rʼakire ser cîkî bilind, deqêda hʼemû pʼadşatîyêd dinyayê nîşanî Wî dan û gote Wî: «Ezê rʼewş û serwêrtîya van hʼemûya bidime destê Te, çimkî minrʼa hatîye dayînê û kʼêrʼa ku bixwazim ezê bidimê. Heger niha Tu serê xwe li ber min daynî, ev hʼemû wê pʼara Te bin». Îsa lê vegerʼand û got: «Nivîsar e: ‹Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tʼenê Wî bihʼebîne!› » Paşê mîrêcin Îsa bire Orşelîmê, Ew ser bilindcîya banê pʼaristgehê da sekinandinê û gote Wî: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, de Xwe ji vir bavêje xwarê. Çimkî nivîsar e: ‹Xwedê wê tʼemîya Te bide milyakʼetêd Xwe, ku Te xwey kin› û: ‹Ewê Te ser destê xwe bigirin, wekî nigê Te kevir nekʼeve› ». Îsa lê vegerʼand û got: «Hatîye gotinê ku: ‹Xudan Xwedêyê xwe necêrʼibîne!› » Û gava mîrêcin hʼemû cêrʼibandin xilaz kirin, demekê ji Wî dûr kʼet. Îsa bi qewata Rʼuhʼ vegerʼîya Celîlê û nav-dengê Wî hʼemû alîyêd wî welatîda bela bû. Ewî kʼinîştêd wanda hîn dikir û hʼemûya pesinê Wî didan. Ew hate Nisretê, wî cîyê ku Ew lê mezin bibû, mîna eʼdetê Xwe rʼoja şemîyê Ew kʼete kʼinîştê û rʼabû ku bixûne. Kʼitêba Îşaya pʼêxember dane Wî û gava kʼitêba gulomatkkirî vekir, ew cî dît ku aha nivîsar bû: «Rʼuhʼê Xudan li ser Min e, çimkî Ewî Ez bi rʼûnkirinê kʼifş kirim, wekî Mizgînîyê bidime feqîra, û Ez şandime hêsîrarʼa boy serbestîyê û korarʼa boy dîtinê dannasîn kim, azayîyê bidime bindesta û sala Xudane rʼeʼmê jî bidime naskirinê». Û kʼitêb gulomatk kir da berdestî rʼûnişt û kʼinîştêda hʼemû zûrʼ bibûn li Wî dinihêrʼîn. Ewî destpêkir wanarʼa got: «Eva nivîsara îro hate sêrî, gava we bihîst». Hʼemûya jî bona Wî qenc xeber didan û ser xeberdana Wîye meʼrîfet zendegirtî mabûn û digotin: «Eva ne kurʼê Ûsiv e?» Ewî wanrʼa got: «Hûnê rʼast vê gotinê ser Min bêjin: ‹Hʼekîmo! De hʼekîmtîyê li xwe bike. Û ew tiştêd me bihîstin ku Te Kefernahûmêda kirin, li vir cî-miskʼenê xweda jî bike›». Û got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, pʼêxember cî-miskʼenê xweda bêqedir e. Ez rʼastîyê werʼa dibêjim, gelek jinebî Îsraêlêda hêna Êlyasda hebûn, çaxê sê sal û şeş meha eʼzman hate girtinê û tʼemamîya welêtda bû xelayîke giran. Lê Êlyas kesekîrʼa nehate şandinê, pêştirî jinebîya ji bajarê Serepta Saydêrʼa. Û gelek kʼotî jî Îsraêlêda hêna Êlîşa pʼêxemberda hebûn û ji wan tʼu kes paqij nebû, pêştirî Neʼmanê ji Sûryayê». Gava hʼemûyêd kʼinîştêda ev yek bihîstin, hêrs kʼetin. Rʼabûn Ew ji bajêr derxistin, birin ser wî çʼîyayê li kʼu bajarê wan hatibû çêkirinê, wekî Wî ji kendêlda bavêjin. Lê Ew nav wanrʼa derbaz bû çû. Îsa berjêr bû hate bajarê Kefernahûma Celîlê û rʼoja şemîyê ew hîn dikirin. Ew li ser hînkirina Wî zendegirtî mabûn, çimkî xeberdana Wî bi hʼukum bû. Û kʼinîştêda merivek hebû, ku rʼuhʼê cinayî hʼeram pêrʼa hebû. Ewî bi dengekî bilind kire qîrʼîn: «Weyê! Tu çi ji me dixwazî Îsayê Nisretê? Tu hatîyî qirʼa me bînî? Ez zanim Tu kʼî yî. Tu Pîrozê Xwedê yî!» Îsa lê hilat û got: «Kerʼ be û jê derkʼeve!» Cin ew ber wan li eʼrdê xist û bê zirardayîn ji wî derkʼet. Hʼemû zendegirtî man, hevrʼa digotin: «Ev çi gotin e? Ew bi hʼukum û qewatê eʼmirî li rʼuhʼêd hʼeram dike û derdikʼevin?» Û beʼsa Wî hʼemû dor-bera bela dibû. Ew ji kʼinîştê derkʼet çû mala Şimhʼûn. Xwesîya Şimhʼûn teʼl tʼayêda dineʼlîya û bona wê ji Wî hîvî kirin. Îsa ser wêrʼa sekinî, li tʼayê hilat û tʼayê jê berʼda. Destxweda rʼabû ser xwe, berdestî wanrʼa kir. Gava rʼo diçû ava, hʼemûyêd ku cûrʼe-cûrʼe nexweşîyêd wan hebûn anîne cem Wî. Ewî destê Xwe danî ser wan her yekî û ew qenc kirin. Ji geleka jî cin derdikʼetin, dikirine qîrʼîn û digotin: «Tu Kurʼê Xwedê yî!» Lê Îsa li wan hilat û nedihişt ew xeber din, çimkî zanibûn ku Ew Mesîh e. Sibeh ku zelal bû, Îsa rʼabû çû cîkî xewle. Eʼlalet li Wî digerʼîyan û hʼeta cem Wî hatin, nedihiştin ku Ew dest ji wan bikʼişîne. Lê Ewî wanrʼa got: «Gerekê Ez bajarêd dinda jî Mizgînîya Pʼadşatîya Xwedê bidim, çimkî Ez bona wê yekê hatime şandinê». Û kʼinîştêd Cihûstanêda dannasîn dikir. Carekê Îsa li ber gola Cênîsartê sekinîbû û eʼlaletê dora Wî girt, ku xebera Xwedê bibihê. Û Ewî du qeyik devê golê dîtin, meʼsîgir ji wan derkʼetibûn û tʼorʼêd xwe dişûştin. Îsa kʼete qeyikeke ji wan, ku ya Şimhʼûn bû, hîvî ji wî kir, ku qeyikê hinekî ji bejê dûr xe. Û Ew rʼûnişt, ji qeyikê eʼlalet hîn kir. Çaxê Ewî xeberdana Xwe xilaz kir, Şimhʼûnrʼa got: «Qeyikê bibe cîyê kʼûr û tʼorʼêd xwe bavêjine nêçʼîrê». Şimhʼûn lê vegerʼand û got: «Mamosta, me tʼemamîya şevê kir-nekir tiştek negirt, lê bona xatirê Te ezê tʼorʼa bavêjimê». Û gava usa kirin, haqas meʼsî kʼetinê, ku tʼorʼêd wan diqetîyan. Û bi nîşana gazî hevalêd xweye qeyika dinda dikirin, ku bên alî wan bikin. Û ewana hatin her du qeyik jî tʼijî kirin, hindik mabû nuq bûna. Gava Şimhʼûn-Petrûs ev yek dît, xwe avîte çokê Îsa û got: «Xudan, dûrî min herʼe, ez yekî gunekʼar im». Çimkî bona wan meʼsîyêd girtî xofê wî û hʼemûyêd pêrʼa girtibû, usa jî Aqûb û Yûhʼennayê kurʼêd Zebedî, ku hevalêd Şimhʼûn bûn. Û Îsa Şimhʼûnrʼa got: «Netirse! Ji vir şûnda tê meriva mîna meʼsîya bigirî». Û qeyik derxistine bejê, her tişt hiştin pey Wî çûn. Gava Îsa bajarekîda bû, li wir merivekî serdapêda kʼotî hebû. Çaxê ewî Îsa dît, xwe deverʼûya avît jê lava kir û got: «Xudan! Heger bixwazî, Tu dikarî min paqij kî». Û Îsa destê Xwe dirêj kirê, lê kʼet û got: «Ez dixwazim. Paqij be!» Û destxweda kʼotîbûn jê çû. Îsa tʼemî da wî, ku vê yekê kesîrʼa nebêje, lê got: «Herʼe xwe nîşanî kʼahîn ke û çawa Mûsa tʼemî daye, hʼedîya paqijbûna xwe bide, wekî hʼemûyarʼa bibe şeʼdetî, ku tu paqij bûyî». Nav û dengê Îsa hê bela dibû û pʼirʼ eʼlalet dicivîya ku guhdarîya Wî bikin û ji nexweşîyêd xwe qenc bin. Lê Ewî Xwe li cîyê xewle digirt û dua dikir. Rʼojekê çaxê Ewî hîn dikir, fêrisî û dersdarêd Qanûnê jî rʼûniştibûn, ku ji hʼemû gundêd Celîlê, Cihûstanê û ji Orşelîmê hatibûn. Qewata Xudan hazir bû, wekî Îsa nexweşêd wan qenc bike. Wê demê çend merîya yekî şilûşeʼt nivînêva anîn û dixwestin ew bibirana hindurʼ û li ber Îsa danîna. Û gava wana ji dest eʼlaleta giran tʼu rʼê nedîtin ku wî bînine hindurʼ, rʼabûne ser xênî, kʼermîd vekirin, nivînêva daxistine nava malê, li ber Îsa. Gava Ewî bawerîya wan dît, gote yê şilûşeʼt: «Eʼvdo, gunêd te hatine baxşandinê». Qanûnzan û fêrisîya destpêkir fikirîn û hevrʼa gotin: «Ev kʼî ye aha Xwedê bêhurmet dike? Pêştirî Xwedê kʼî dikare guna bibaxşîne?» Fikirêd wan Îsava eʼyan bûn û li wan vegerʼand got: «Hûn çi dilê xweda difikirin? Kʼîjan rʼihʼet tê gotinê: ‹Gunêd te hatine baxşandinê›, yan: ‹Rʼabe û bigerʼe?› Lê wekî hûn bizanibin ku hʼukumê Kurʼê Mêriv heye li ser dinê guna bibaxşîne», gote yê şilûşeʼt: «Ez terʼa dibêjim, rʼabe nivîna xwe hilde herʼe mala xwe». Ew jî ber çʼeʼvê wan pêrʼa-pêrʼa rʼabû û nivîna ku li ser pʼaldayî bû hilda çû mala xwe û şikirî dida Xwedê. Hʼemû hʼeyr-hʼujmekʼar man û şikirî didane Xwedê, bi xofa mezin digotin: «Îro me tiştêd nebûyî dîtin». Pey wê yekêrʼa Îsa derkʼet, li cîyê xerchildanê xercgirekî rʼûniştî dît ku navê wî Lêwî bû û gotê: «Pey Min were». Ewî jî her tişt hişt, rʼabû pey Wî çû. Lêwî mala xweda hurmeteke mezin jêrʼa kir. Tʼevî wan gelek xercgir û hinekêd mayîn jî li ser sifrê rʼûniştibûn. Fêrisîya û qanûnzanêd wan bîna xwe teng kirin û şagirtêd Wîrʼa gotin: «Çima hûn tʼevî xercgir û gunekʼara dixwin û vedixwin?» Îsa li wan vegerʼand û got: «Saxlem ne hʼewcê hʼekîm in, lê nexweş. Ez nehatime gazî yêd rʼast kim, lê gazî gunekʼara bona tʼobeyîyê». Wana ji Îsa pirsî: «Çima şagirtêd Yûhʼenna û usa jî yêd fêrisîya tʼimê rʼojî digirin û dua dikin, lê şagirtêd Te dixwin û vedixwin?» Ewî jî gote wan: «Hûn dikarin bêjine xwendîyêd deʼwatê: ‹Rʼojî bigirin›, hʼeta ku zeʼva tʼevî wan e? Lê rʼojê bên, gava zeʼva ji wan bê hildanê, hingê wan rʼojada wê rʼojî bigirin». Ewî meselek jî wanrʼa got: «Kesek ji pʼarçʼê nû nabirʼe û kʼinca kevin pʼîne nake. Heger usa bike, hin pʼarçʼê nû diqelêşe, hin jî kevin û nû li hev nakin. Û ne jî kesek şerava nû dike meşkêd kevin. Heger usa bike, şerava nû wê meşka bitʼeqîne û birʼije, meşkê jî xirab bin. Lê gerekê şerava nû bikine meşkêd nû. Û kesek pey şerava kevinrʼa naxwaze ya nû vexwe, çimkî ya kevin hê lê xweş tê». Rʼojeke şemîyê Îsa nava zevîyarʼa derbaz dibû, şagirtêd Wî simbilêd genim diçinîn, destêd xweda difirikandin û dixwarin. Lê ji fêrisîya hineka got: «Çima hûn tiştê necayîzî rʼoja şemîyê dikin?» Îsa li wan vegerʼand û got: «We nexwendîye ku Dawid çi kir, gava ew û yêd pêrʼa birʼçî bûn? Ne ew kʼete Xana Xwedê û nanê Xwedêrʼa dayî hilda, hin xwexa xwar, hin jî da yêd tʼevî xwe, wekî tʼu kesîrʼa ne cayîz bû bixwara, pêştirî kʼahîna?» Û vegerʼîya wanrʼa got: «Kurʼê Mêriv Xudanê şemîyê ye jî». Û rʼoja şemîke din Îsa çû kʼinîştê, ku hîn bike. Merivek li wir hebû, ku destê wîyî rʼastê kʼişîyabû. Çʼeʼvê qanûnzan û fêrisîya li ser Wî bûn, gelo wê rʼoja şemîyê nexweşa qenc ke yan na, wekî meʼnîke wan hebe, ku xeyba Wî bikin. Lê fikirêd wan Îsava eʼyan bûn û wî merivê destkʼişîyayîrʼa got: «Rʼabe vê govekê bisekine». Ew jî rʼabû sekinî. Hingê Îsa wanrʼa got: «Ezê pirsekê ji we bikim. Rʼoja şemîyê çi cayîz e bikin: Qencî yan xirabî, rʼuhʼekî xilaz kin yan unda kin?» Û Îsa li hʼemûyêd dora Xwe nihêrʼî, wî merivîrʼa got: «Destê xwe dirêj ke». Ewî jî usa kir û destê wî dîsa qenc bû. Hingê wana ji hêrsa xwe dixwar, nav hevda dişêwirîn, ku çi bînine serê Îsa. Wan rʼojada Îsa çû serê çʼîyê, ku dua bike û tʼemamîya şevê ber Xwedê bi dua derbaz kir. Çaxê sibeh zelal bû, Ewî gazî şagirtêd Xwe kirin û donzdeh meriv ji nav wan bijartin, ku navêd wan jî «şandî» danî: Şimhʼûnê ku navê wî danî Petrûs û birê wî Endrawis, Aqûb û Yûhʼenna, Fîlîpo û Bertolomeyo, Metta û Tʼûma, Aqûbê Halfawo û Şimhʼûnê ku welatpʼarist dihate gotinê. Cihûdayê Aqûb û Cihûdayê Îsxeryotî, ku nemamîya Wî kir. Ew bi tʼevî wan berjêr bû hat, rʼastekê sekinî. Li wê derê kʼomeke şagirtaye mezin û cimeʼteke giran ji tʼemamîya Cihûstanê, Orşelîmê û ji devê beʼra Sûrê û Saydê civîyayî bûn. Ewana hatibûn, wekî guhdarîya Wî bikin û ji nexweşîyêd xwe qenc bin. Û yêd ji rʼuhʼêd hʼeram cefa dikʼişandin jî qenc dibûn. Û tʼemamîya eʼlaletê jî diceʼdand, wekî destê xwe bidana Wî, çimkî qewat ji Wî derdikʼet û her kes ji wan qenc dibû. Îsa berê Xwe da şagirtêd Xwe û got: «Xwezî li we feqîra, çimkî Pʼadşatîya Xwedê ya we ye. Xwezî li we, ku hûn niha birʼçî ne, çimkî hûnê tʼêr bin. Xwezî li we, ku hûn niha digirîn, çimkî hûnê bikʼenin. Xwezî li we, gava hûn bona Kurʼê Mêriv ber çʼeʼvê merîya rʼeş bin, gava we qebûl nekin, we bêhurmet kin û navê xirab ser we derxin. Wê rʼojê eşq bin û ji şabûna bira nigêd we eʼrd negire, çimkî va heqê we li eʼzmên gelek e, çimkî kal-bavêd wan jî serê pʼêxembera usa dikirin. Lê wey li we dewletîya, çimkî hûn gihîştine meremê xwe. Wey li we, ku hûn niha tʼêr in, çimkî hûnê birʼçî bin. Wey li we, ku hûn niha dikʼenin, çimkî hûnê bigirîn û şînê bikin. Wey li we, ku hʼemû meriv bona we qenc xeber didin, çimkî kal-bavêd wan jî pʼêxemberêd derewrʼa usa dikirin. Lê Ez werʼa, yêd ku dibihên dibêjim, dijminêd xwe hʼiz bikin, xêrnexwazêd xwerʼa qencîyê bikin. Nifirʼkirêd xwe bimbarek kin û bona yêd xirabîyê we dikin, dua bikin. Heger yek rʼûyê te xe, yê din jî bide ber û yê ku pʼotê te ji te bistîne, kirasê xwe jî jêrʼa bihêle. Bide wî, kʼî ji te dixwaze û kʼî ji te distîne paşda nexwaze. Û çawa hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanrʼa bikin. Heger hûn wan hʼiz bikin, kʼîjan ku we hʼiz dikin, çi feyde? Ne gunekʼar jî wan hʼiz dikin, kʼîjan ku wan hʼiz dikin? Û heger hûn qencîkirêd xwerʼa qencîyê bikin, çi feyde? Ne gunekʼar jî usa dikin? Û heger hûn deyn didine yêd usa, ji kʼîjana gumana we heye paşda bistînin, çi feyde? Ne gunekʼar jî deyn didine gunekʼara, ku dîsa haqasî paşda bistînin? Lê hûn dijminêd xwe hʼiz bikin, qencîyê bikin, deyn bidin û hîvîya vegerʼandinê nemînin. Heqê weyê gelek be û hûnê bibine zarʼêd Yê Herî Jorin. Çimkî Ew bona bêşêkira jî, nerʼasta jî qenc e. Dilrʼeʼm bin, çawa Bavê we dilrʼeʼm e. Loma nekin û lomeyê li we nebin, neheqîyê nekin, neheqî wê li we nebe, bibaxşînin werʼa wê bê baxşandinê. Bidin, werʼa wê bê dayînê, bi pîvaneke tʼijî hʼejandî, dewisandî, serî qûçʼ wê bikine pʼêşa we. Çimkî bi çi çapê hûn bipîvin, bi wê jî werʼa wê bê pîvanê». Ewî meselek jî wanrʼa got: «Gelo kor dikare rʼêberîyê kora bike? Ne her duyê jî bikʼevine çʼeʼlê? Şagirt ji dersdarê xwe ne mestir e, lê ewê ku xwendina xwe rʼind pêk tîne, dikare mîna dersdarê xwe be. Tu çima qirşikê çʼeʼvê birê xweda dibînî, lê kʼêranê çʼeʼvê xweda nabînî? Yan jî çawa tu dikarî bêjî birê xwe: ‹Bira, bihêle ku ez qirşik ji çʼeʼvê te derxim›, lê tu kʼêranê çʼeʼvê xweda nabînî? Durʼû! Pêşîyê kʼêranê çʼeʼvê xwe derxe. Paşê tê qenc bibînî ku çawa qirşik ji çʼeʼvê birê xwe derxî. Dara qenc berê xirab nade, ne jî dara xirab berê qenc. Her dar ji berê xwe tê naskirinê, kesek ji stirîya hêjîra naçine û ne jî ji dirʼîyê tirîya. Merivê qenc, ji xizna dilê xweyî qenc, qencîyê dertîne, lê merivê xirab, ji xizna dilê xweyî xirab xirabîyê dertîne. Çimkî dilê wî çiva tʼijî ye zar jî ewê dibêje. Hûn çima Minrʼa ‹Xudan! Xudan!› dibêjin û wan tiştêd ku Ez werʼa dibêjim nakin? Her kesê ku tê cem Min gotinêd Min dibihê û diqedîne, Ez werʼa bêjim mîna kʼê ye. Ew mîna merivekî ye, yê ku malê çêdike, eʼrdê dikʼole kʼûr dike, hʼîmê wê li ser kêvir datîne. Û gava lêyî rʼadibe, çʼem li wê malê dixe, ew nahʼeje, çimkî rʼind hatibû çêkirinê. Lê ewê xeberêd Min dibihê û naqedîne, mîna merivekî ye, yê ku ser xwelîyê bê hʼîm malê xwerʼa çêdike. Gava çʼem lê dixe, destxweda hildişê, wêran dibe, li ber mîratʼê diçe». Gava Îsa ew gotinêd ku wê guhdararʼa bigota xilaz kirin, çû Kefernahûmê. Û xulamê sersedekî, ku bona wî yekî hêja bû, nexweş ber mirinê bû. Gava ewî bona Îsa bihîst, rʼûspîyêd cihûya şandine cem Wî û jê hîvî kir, ku bê xulamê wî xilaz ke. Ewana hatine cem Îsa, gelekî hîvî jê kirin û gotin: «Ew hêja ye ku Tu evê qencîyê jêrʼa bikî, çimkî ew miletê me hʼiz dike û kʼinîşt jî bona me çêkirîye». Hingê Îsa tʼevî wan çû. Gava nêzîkî malê bû, sersed çend dostêd xwe şandine pêşîya Wî, Wîrʼa got: «Xudan, zeʼmetê nebîne, çimkî ez ne hêja me ku Tu bêyî mala min. Bona vê yekê min xwe layîqî Te negirt, ku bihatama pey Te jî. Tʼenê xeberekê bêje û xulamê minê qenc be. Çimkî ez xwexa jî merivekî bin hʼukumda me û bin destê minda jî esker hene. Ez yekîrʼa dibêjim: ‹Herʼe›, diçe, yekî dinrʼa dibêjim: ‹Were›, tê û ji xulamê xwerʼa dibêjim: ‹Evî tiştî bike›, dike». Gava Îsa ev yek bihîst, ser wî zendegirtî ma û vegerʼîya ser wê cimeʼta ku pey Wî diçû, got: «Ez werʼa dibêjim, Min Îsraêlêda jî bawerîke aha yekîda nedîtîye». Û ewêd şandî vegerʼîyane mal, dîtin ku wê ew xulam qenc bûye. Rʼojeke din Îsa çû bajarekî, ku navê wî Nayîn bû û şagirtêd Wî jî tʼevî eʼlaleteke giran Wîrʼa diçûn. Gava nêzîkî dergehê bajêr bû, va mirîk derdixistin. Ew kurʼê jinebîke tayê tʼenê bû û gelek hewarî jî ji bajêr pêrʼa diçûn. Gava Xudan dê dît, gunê Wî lê hat û wêrʼa got: «Negirî». Ew nêzîkî darbestê bû girt û ewêd ku dibirin sekinîn, Îsa got: «Xorto! Ez terʼa dibêjim, rʼabe!» Mirî rʼabû rʼûnişt, destpêkir xeber da û Îsa ew da dîya wî. Û saw kʼete ser hʼemûya, şikirî didane Xwedê û digotin: «Pʼêxemberekî mezin nava meda derkʼetîye!» û: «Xwedê serîk daye miletê Xwe!» Nav û dengê Wî tʼemamîya Cihûstanê û dor-berê wê bela bû. Şagirtêd Yûhʼenna Yûhʼennarʼa bona van hʼemû tişta gotin. Yûhʼenna jî gazî du şagirtêd xwe kir û ew şandine cem Xudan, wekî jê bipirsin: «Tu Ew î, Yê ku gerekê bihata, yan em hîvîya yekî din bin?» Ew merî hatine cem Îsa û gotin: «Yûhʼennayê nixumdar em şandine cem Te, ku ji Te bipirsin, Tu Ew î, Yê ku gerekê bihata, yan em hîvîya yekî din bin?» Û wê demê Îsa gelek ji nexweşîya, derba, ji rʼuhʼêd xirab qenc kirin û çʼeʼvêd gelek kora vekirin. Îsa li wan vegerʼand û got: «Herʼin, çi ku we dît û bihîst Yûhʼennarʼa bêjin: Kor dibînin, seqet digerʼin, kʼotî paqij dibin, kerʼ dibihên, mirî rʼadibin û feqîrarʼa jî Mizgînî tê dayînê. Û xwezî li wî, ku ji Min pʼişk nabe». Gava ewêd ku Yûhʼenna şandibûn çûn, Îsa bona Yûhʼenna eʼlaletêrʼa destpêkir got: «Hûn derkʼetine berʼîyê çi bibînin? Qamîşekî ku ji bayê dihʼeje? Yan derkʼetin çi bibînin? Merivekî kʼincê nazik li xwe kirî? Ne ewêd ku kʼincê nazik xwe dikin û eʼmirê rʼind derbaz dikin, ew malêd pʼadşada ne? Yan hûn derkʼetin çi bibînin? Pʼêxemberekî? Belê, Ez werʼa dibêjim, ji pʼêxemberekî jî mestir e. Eva ew e, bona kʼîjanî nivîsar e: ‹Va ye Ezê qasidê Xwe pêşîya Teva bişînim. Ewê rʼîya Te pêşîya Teva hazir ke›. Ez werʼa dibêjim, ji nava ewêd ku ji kʼulfeta dinê kʼetine, tʼu kes ji Yûhʼenna mestir nebûye, lê Pʼadşatîya Xwedêda yê herî biçʼûk ji wî mestir e». Gava tʼemamîya cimeʼtê, usa jî xercgira ev yek bihîst, tʼivdîra Xwedê rʼast hʼesab kirin, çimkî bi nixumandina Yûhʼenna hatibûne nixumandinê. Lê fêrisî û qanûnzana bona xwe tʼivdîra Xwedê tʼexsîr kirin, çimkî wana nexwest ku ji Yûhʼenna bêne nixumandinê. Îsa serda zêde kir got: «Ez merivêd vî nisilî mîna çi bişibînim? Yan ew mîna çi ne? Ew mîna wan zarʼa ne, yêd ku bazarêda rʼûniştî ne, gazî hevdu dikin û dibêjin: ‹Me bona we zurʼnê xist, hûn nerʼeqisîn û bona we beytʼ got, hûn negirîyan›. Yûhʼennayê nixumdar hat, ne nan dixwar, ne jî şerav vedixwar, we digot: ‹Cin wîda heye›. Kurʼê Mêriv hat, dixwe û vedixwe, hûn bona Wî dibêjin: ‹Va Ew yekî pey xwarin û vexwarinê kʼetî ye, dostê xercgir û gunekʼara ye›. Lê hʼemûyêd ku pey serwaxtîyê diçin ew kʼifş dikin ku serwaxtî rʼast e ». Yekî fêrisî hîvî ji Îsa kir, ku tʼevî wî xwarinê bixwe. Ew jî çû mala wî fêrisîyî, ser sifrê rʼûnişt. Û wî bajarîda kʼulfeteke çʼeʼvder hebû. Gava wê bihîst ku Ew mala fêrisîda ser sifrê rʼûniştîye, derdaneke alabastirêyî rʼûnê bînxweş anî, piştêva ber nigêd Wî sekinî girîya, bi hêsirêd xwe nigêd Wî şil kirin û bi pʼorʼê serê xwe jî ziha kirin. Paşê nigêd Wî rʼamûsan, bi rʼûnê bînxweş jî rʼûn kirin. Gava wî fêrisîyê ku ew tʼeglîf kiribû ev yek dît, dilê xweda got: «Heger Eva pʼêxember bûya, wê bizanibûya ku kʼî ye û yeke çawa ye destê xwe daye Wî», çimkî yeke çʼeʼvder bû. Îsa wîrʼa got: «Şimhʼûn, Ez dixwazim tiştekî terʼa bêjim». Ewî jî got: «Kʼerem ke bêje, dersdar». Îsa got: «Du deyndarêd yekî hebûn, yek pênsid zîvî deyndarê wî bû, yek jî pêncî. Lê çimkî tiştekî wan tʼunebû ku deynê xwe bidana, ewî baxşande her duya jî. Niha ji wan her duya kʼîjanê gelekî wî hʼiz bike?» Şimhʼûn lê vegerʼand û gotê: «Tʼexmîna min ewê ku gelek jêrʼa hate baxşandinê». Îsa wîrʼa got: «Te rʼast tê derxist». Û ser kʼulfetêda vegerʼîya, Şimhʼûnrʼa got: «Vê kʼulfetê tu dibînî? Ez hatime mala te, bona nigêd Min te av neda, lê evê bi hêsirêd xwe nigêd Min şil kirin û bi pʼorʼê serê xwe jî ziha kirin. Te rʼamûsanek neda Min, lê ji hingêva ku Ez hatime vir, evê dest ji rʼamûsana nigêd Min nekʼişandîye. Te serê Min rʼûn nekir, lê evê bi rʼûnê bînxweş nigêd Min rʼûn kirin. Bona vê yekê Ez terʼa dibêjim, gunêd vê ku gelek bûn hatine baxşandinê, lema evê gelek hʼiz kir. Çimkî kʼêrʼa gelek têne baxşandinê, gelek jî hʼiz dike. Lê kʼêrʼa hindik têne baxşandinê, ew hindikî hʼiz dike». Û wêrʼa got: «Gunêd te hatine baxşandinê». Hingê ewêd ku tʼevî Wî ser sifrê rʼûniştibûn nav xweda digotin: «Eva kʼî ye, hʼeta ku guna jî dibaxşîne?» Û Îsa wê kʼulfetêrʼa got: «Bawerîya te tu xilaz kirî. Bi xêr û silamet herʼe». Pey vê yekêrʼa Îsa gund û bajara digerʼîya, dannasîn dikir, Mizgînîya Pʼadşatîya Xwedê dida û her donzdeh şagirt jî Pêrʼa bûn, usa jî çend kʼulfetêd ku ji rʼuhʼêd xirab û nexweşîya qenc bibûn: Meryema ku jêrʼa Mejdelanî digotin, ya ku hʼeft cin jê derkʼetibûn û Yohana, jina Xûzayê wekʼîlxercê mala Hêrodes, Sosin û gelekêd mayîn, ku wana bi hebûka xweva wanrʼa berdestî dikirin. Û gava eʼlaleteke giran ji gelek bajara cem Îsa civîya, Ewî meselek got: «Tʼoximrʼeş rʼabû çû ku tʼoxim birʼeşîne. Gava dirʼeşand, hinek kʼetine devê rʼê hatine pʼêpeskirinê û teyredêd eʼzmên hatin ew xwarin. Û hinek jî kʼetine cîyê kevirî, gava şîn bûn, ji dest kêmasîya şilayê hʼişk bûn. Û hinek jî kʼetine nava stirîya, stirî jî pêrʼa şîn bûn û ew xeniqandin. Hinekêd din jî kʼetine nava eʼrdê qenc û şîn bûn, sed car ber dan». Gava ev yek got, kire gazî: «Guhê kʼêyî bihîstinê heye bira bibihê!» Şagirtêd Wî jê pirsîn: «Meʼna evê meselê çi ye?» Ewî got: «Werʼa hatîye dayînê, ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Xwedê bizanibin, lê yêd mayînrʼa bi mesela tê xeberdanê ku: ‹Binihêrʼin û nebînin, bibihên û feʼm nekin›. Ev e meʼna vê meselê: Tʼoxim xebera Xwedê ye. Tʼoximêd ku kʼetine devê rʼê ew in, yêd ku xeberê dibihên, lê mîrêcin tê xeberê ji dilê wan derdixe, ku nebe bawer bikin û xilaz bin. Tʼoximêd ku kʼetine cîyê kevirî ew in, yêd ku gava xeberê dibihên, bi eşq û şa qebûl dikin. Lê çimkî rʼawêd wan tʼunene, demeke kin bawer dikin û wextê cêrʼibandinê dikʼevin. Tʼoximêd ku kʼetine nava stirîya ew in, yêd ku xeberê dibihên, xemêd dinêva, dewlet û şabûna vî eʼmirîva mijûl dibin, dixeniqin û berêd wan nagihîjin. Û tʼoximêd kʼetine nav eʼrdê qenc ew in, yêd ku bi dilê sax û qenc xeberê dibihên, dilê xweda xwey dikin û bi sebir berê xwe didin. Tʼu kes çʼira vêxistî nake bin firaqê, ne jî dike bin cî-nivînê, lê datîne ser pʼêçʼirê, wekî ewêd ku dikʼevine hindurʼ, rʼonayê bibînin. Çimkî tiştekî veşartî tʼune ku derneyê û ne jî tiştekî dizîva, ku xuya nebe û neyê ber rʼonayê. Awa dîna xwe bidinê ku hûn çawa dibihên, çimkî kʼêrʼa ku heye, wê hê lê zêde be û kʼêrʼa ku tʼune, ewê ku wî tʼirê heye jî, wê jê bê standinê». Hingê dê û birayêd Wî hatine cem Wî, lê ji dest zeʼfbûna eʼlaletê nikaribûn nêzîkî Wî bûna. Cab dane Wî ku: «Dîya Te û birayêd Te derva sekinî ne û dixwazin Te bibînin». Ewî jî li wan vegerʼand û got: «Dê û birayêd Min ew in, yêd ku xebera Xwedê dibihên û diqedînin». Rʼojekê Îsa şagirtêd Xweva kʼete qeyikê û gote wan: «Em derbazî wî berî golê bin». Û rʼêkʼetin. Gava qeyikêda diçûn, Ew xewrʼa çû. Û firtonek li golê rʼabû, qeyik tʼijî av dibû, ew qezîyêda bûn. Hingê şagirt nêzîkî Wî bûn, Ew hʼişyar kirin û gotinê: «Mamosta, Mamosta! Em unda dibin!» Ew rʼabû, li bayê û pêlêd avê hilat, ew sekinîn û seqirʼîn. Hingê Ewî wanrʼa got: «Bawerîya we kʼanê ye?» Û wana bi xof, eʼcêbmayî hevrʼa gotin: «Gelo ev kʼî ye, ku eʼmirî ser bê û avê jî dike û êlimî Wî dibin?» Ewana bi qeyikê çûne tʼopraxêd Girasînê, pêşberî Celîlê. Gava Ew derkʼete bejê, ji wî bajarî merivek derkʼete pêşîya Wî, ku cin nav wîda bûn. Ewî zûva ne kʼinc li xwe dikirin û ne jî malda disekinî, nava gorʼistanada dima. Gava ewî Îsa dît, kire qîrʼîn kʼete ber Wî û bi dengekî bilind got: «Tu çi ji min dixwazî Îsayê Kurʼê Xwedêyê Herî Jorin? Ez rʼeca ji Te dikim, min nede cefê!» Çimkî Îsa eʼmirî ser rʼuhʼê hʼeram kiribû, ku ji wî merivî derkʼeve. Ew gelek cara cina dikʼet, gava bi qeyd û zincîra jî girêdidan, ewî dîsa qeyd diqetandin û cina ew çola dixist. Hingê Îsa ji wî pirsî û gotê: «Navê te çi ye?» Ewî got: «Kʼomesker », çimkî gelek cin kʼetibûne nava wî. Û cina lava Wî dikir, ku eʼmir neke ew herʼine gelîyê hey-wayê. Li wî cîyî sûrîkî berazayî mezin hebû, ku serê çʼîyê diçʼêrîya. Cina rʼeca jê dikir, ku îzinê bide wan, ew herʼin bikʼevine nava beraza. Ewî îzin da. Û cin ji nav wî merivî derkʼetin, çûn kʼetine nava beraza û ew sûrî jorda rʼevî, xwe ji kendêlda avîtine golê xeniqîn. Gava berazvana ev yek dît, rʼevîn çûne bajar û gunda, ev yek gilî kirin. Meriv rʼabûn çûn, ku tiştê bûyî bibînin. Gava hatine cem Îsa, dîna xwe danê, wê ew merivê ku cin jê derkʼetibûn, kʼincê wî lê, ser hʼişê xweda hatî, li ber nigêd Îsa rʼûniştî ye. Hingê ew tirsîyan. Ewêd ku ev yek dîtibûn, yêd mayînrʼa gotin, ku çawa ewî cinakʼetî qenc bû. Hingê hʼemû binelîyêd dor-berêd Girasînê hîvî ji Îsa kirin, ku ji wan dûr kʼeve, çimkî saweke mezin ew girtibûn. Ew jî kʼete qeyikê û paşda vegerʼîya. Lê ew merivê ku cin jê derkʼetibûn lava Wî kir, ku ew jî tʼevî Wî herʼe. Lê Îsa ew verʼêkir û got: «Vegerʼe mala xwe û çi ku Xwedê bona te kir gilî ke». Û ew çû, çi ku Îsa bona wî kiribû tʼemamîya bajêrda digot û dikire dengî. Û çaxê Îsa vegerʼîya, eʼlaletê Ew qebûl kir, çimkî hʼemû jî hîvîya Wî bûn. Hingê merivekî navê wî Yayîro, serwêrê kʼinîştê, hat xwe avîte nigêd Îsa û hîvî jê kir, ku herʼe mala wî. Çimkî tʼenê qîzeke wîye donzdeh salî hebû û ew jî ber mirinê bû. Gava Îsa diçû, eʼlaletê zeʼmet dida Wî. Wir kʼulfetek jî hebû, ku donzdeh salê wê bûn, ser xûnê vebibû. Ewê hʼemû hebûka xwe dabû hʼekîma, lê tʼu kesî çʼare lê nekiribû. Eva piştêva hat li rʼîşîyêd kʼincê Wî kʼet û destxweda xûn jê çʼikîya. Îsa got: «Ew kʼî bû ku li Min kʼet?» Gava hʼemûya înkʼar kir, Petrûs got: «Mamosta, eʼlalet Te deʼf dide, tengasîyê dide Te ». Lê Îsa got: «Yek li Min kʼet, çimkî Ez pê hʼesîyam ku ji Min qewat derkʼet». Û gava kʼulfetê dît ku nehate veşartinê, lerizî, hat xwe avîte ber Wî û li ber tʼemamîya cimeʼtê Wîrʼa got, ku bona çi li Wî kʼet û çawa pêrʼa-pêrʼa qenc bû. Ewî wêrʼa got: «Eʼvdê! Bawerîya te tu qenc kirî. Bi xêr û silamet herʼe». Ewî hê xeber dida, ji mala serwêrê kʼinîştê yekî hat û got: «Qîza te mir, îdî zeʼmetê nede dersdar». Gava Îsa ev yek bihîst, wîrʼa got: «Netirse, tʼenê bawer bike û wê qenc be». Gava Ew çû mal, nehişt kesek herʼe hindurʼ, pêştirî Petrûs, Yûhʼenna, Aqûb û dê û bavê qîzikê. Hʼemû digirîyan û şîna wê dikirin, lê Îsa got: «Negirîn. Ew nemirîye, lê hênijîye». Wana qerfê xwe Pê dikir, çimkî zanibûn ku ewa mirîye. Û Îsa destê wê girt, deng da wê û got: «Qîzik, rʼabe!» Û rʼuhʼê wê lê vegerʼîya, pêrʼa-pêrʼa rʼabû ser xwe. Îsa eʼmir kir, ku xurek bidine wê. Dê û bavê wê zendegirtî man. Lê Ewî tʼemî li wan kir, ku vê yekê kesîrʼa nebêjin. Îsa gazî her donzdeh şagirtêd Xwe kir, qewat û hʼukum da wan, ku hʼemû cina derxin û ji nexweşîya qenc kin. Ew şandin, ku Pʼadşatîya Xwedê dannasîn kin û nexweşa qenc kin û wanarʼa got: «Bona rʼê tiştekî hilnedin, ne şivdar, ne tûrik, ne nan, ne pʼere, ne jî du dest kiras. Çi mala ku hûn herʼinê, wir bimînin û ji wir rʼêkʼevin. Û ew dera ku we qebûl nekin, gava ji wî bajarî dertên, tʼoza nigêd xwe dawşînin, wekî wanarʼa bibe şeʼdetî». Û şagirt rʼabûn, gund-gund gerʼîyan û her dera Mizgînî dan, nexweş qenc kirin. Awa Hêrodesê serwêr bona hʼemû kirinêd Îsa bihîst û tʼevîhev bû, çimkî hineka digot: «Eva Yûhʼenna ye, ji nav mirîya rʼabûye» û hineka jî digot: «Êlyas e kʼifş bûye» û hinekêd mayîn jî digotin: «Eva yek ji pʼêxemberêd berê ye sax bûye». Hêrodes got: «Min serê Yûhʼenna da lêxistinê, lê Eva kʼî ye ku ez derheqa Wîda van tişta dibihêm?» Û wî dixwest Îsa bidîta. Gava şandî vegerʼîyan, çi ku wan kiribû Îsarʼa gilî kirin. Ewî tʼenê şandîyêd Xwe tʼevî Xwe hildan û çûne berbi bajarê Beytsaydayê. Gava eʼlalet pê hʼesîya, pey Wî çû. Îsa ew qebûl kirin û tʼevî wan bona Pʼadşatîya Xwedê xeber dida û ewêd ku hʼewcê qencbûnê bûn qenc kirin. Berê êvarê her donzdeh hatine cem Wî û jêrʼa gotin: «Eʼlaletê berʼde, ku herʼin gund û bergêd dor-bera cî-war bin û xwerʼa xurek dest xin, çimkî em li cîkî xikî-xwelî ne». Lê Îsa wanrʼa got: «Hûn xurek bidine wan». Wana jî lê vegerʼand û gotin: «Pêştirî pênc nan û du meʼsîya wekî mayîn tiştekî me tʼune, heger em neçin tʼemamîya cimeʼtêrʼa xurek nekʼirʼin?» Çimkî weke pênc hʼezar mêrî bûn. Ewî şagirtêd Xwerʼa got: «Cimeʼtê pêncî-pêncî bidine rʼûniştandinê». Û usa kirin, hʼemû jî dane rʼûniştandinê. Ewî ew pênc nan û her du meʼsî hildan, berê Xwe eʼzmênda kir şikirî da, kerkir û da şagirta, ku belayî eʼlaletê kin. Hʼemûya jî xwar tʼêr bûn û donzdeh sele jî hûrikêd bermayî berev kirin. Carekê Îsa bi tʼenê tʼevî şagirtêd Xwe dua dikir, ji wan pirsî: «Bi tʼexmîna cimeʼtê Ez kʼî me?» Wana lê vegerʼand û gotin: «Hinek dibêjin ‹Yûhʼennayê nixumdar e›, hinekêd din dibêjin ‹Êlyas e›, hinekêd mayîn jî dibêjin ‹yek ji pʼêxemberêd berê ye sax bûye›». Ewî ji wan pirsî: «Lê hûn çi dibêjin? Bi tʼexmîna we Ez kʼî me?» Petrûs lê vegerʼand û got: «Tu Mesîhê Xwedê yî». Hingê Îsa hʼişk tʼemî da wan, ku wê yekê kesîrʼa nebêjin. Û ewî got: «Kurʼê Mêriv gerekê gelekî cefa bikʼişîne, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada bê tʼexsîrkirin û kuştinê, lê rʼoja sisîya wê ji mirinê rʼabe». Û Îsa hʼemûyarʼa got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înkʼar ke û her rʼoj xaçê xwe hilde û li pey Min bê. Çimkî kʼî ku dixwaze eʼmirê xwe xilaz ke, ewê unda ke û kʼî ku eʼmirê xwe bona Min unda ke, ewê xilaz ke. Çi feyde, heger meriv tʼemamîya dinyayê qazinc ke, lê eʼmirê xwe unda ke yan zirarê xe? Û kʼî Min û xeberêd Min şerm hʼesab ke, Kurʼê Mêriv jî wê wî şerm hʼesab ke, gava Ew bi rʼûmeta Xwe, rʼûmeta Bavê û milyakʼetêd pîrozva bê. Ez rʼast werʼa dibêjim, hinekêd li vir sekinî wê mirinê nebînin, hʼeta ku Pʼadşatîya Xwedê bibînin». Pey vê xeberdanêrʼa weke hʼeftêkê şûnda, Îsa Petrûs, Yûhʼenna û Aqûb hildan çûne serê çʼîyê ku dua bikin. Gava Îsa dua dikir, rʼengê rʼûyê Wî hate guhastinê, kʼincêd Wî çîl-qerqaş bûn, biriqîn. Û va du meriva tʼevî Wî xeber didan, yek Mûsa bû, yek jî Êlyas. Ewana bi rʼûmet kʼifş bûn û bona mirina Wî xeber didan, ku Orşelîmêda wê bibûya. Çʼeʼvêd Petrûs û ewêd tʼevî wî ji xewê giran bibûn, lê gava hʼişyar bûn, rʼûmeta Wî û her du merivêd cem Wî sekinî dîtin. Çaxê ewana ji Wî dûr kʼetin, Petrûs Îsarʼa got: «Mamosta, çawa rʼind e ku em vir in! De emê sê hʼolika çêkin, yekê Terʼa, yekê Mûsarʼa û yekê jî Êlyasrʼa». Çimkî ewî nizanibû ew çi dibêje. Gava ewî hê xeber dida, eʼwrek hat û ser wan kire sî. Û çaxê kʼetine bin wî eʼwrî, ewana tirsîyan. Û ji wî eʼwrî dengek hat û got: «Ev e Kurʼê Min, Bijartîyê Min! Guhdarîya Wî bikin!» Gava ew deng hat, Îsa tʼenê ma. Û wana dengê xwe birʼî, wan rʼojada çi ku dîtibûn kesîrʼa negotin. Rʼoja dinê, gava ewana ji çʼîyê hatine xwarê, eʼlaleteke giran pêşîya Wîda hat. Hingê ji nav eʼlaletê merivekî gazî kir û got: «Dersdar, ez hîvî ji Te dikim, bi çʼeʼvê rʼeʼmê li kurʼê min binihêrʼe. Ew tayê minî tʼenê ye. Rʼuhʼekî xirab wî digire û nişkêva dike qîrʼîn vediçʼirʼike, kʼef ser dikʼeve hûrdexweşî dibe û bi zorekê ji wî dûr dikʼeve. Min lava ji şagirtêd Te kir, ku cin jê derxin, lê wana nikaribû». Îsa got: «Nisilê nebawer û xalifî! Hʼeta kʼengê Ezê tʼevî we bim û li we sebir kim? Kurʼê xwe bîne vir». Gava hê dihat, cin ew eʼrdê xist û veçʼirʼikî. Îsa li rʼuhʼê hʼeram hilat, kurʼik qenc kir û da bavê wî. Tʼemamîya cimeʼtê ser mezinayîya Xwedê zendegirtî mabû. Û çaxê hʼemû ser her tiştêd ku Îsa dikirin eʼcêbmayî mabûn, Ewî şagirtêd Xwerʼa got: «Hûn van xebera bîra xweda xwey kin: Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê meriva». Lê wana ev yek feʼm nekir, çimkî ev ji wan veşartî bû ku feʼm nekin û turuş nedikirin jî bona wê yekê ji Wî bipirsîyana. Nav şagirtada pirs pêşda hat, ku nava wanda kʼî ye yê herî mezin. Lê nêtêd dilê wan Îsava eʼyan bûn, zarʼokek anî cem Xwe da sekinandinê û wanrʼa got: «Kʼî ku evê zarʼokê bi navê Min qebûl ke, ew Min qebûl dike. Û kʼî ku Min qebûl ke, Yê ku Ez şandime qebûl dike. Awa ewî nava we hʼemûyada yê herî biçʼûk e, ew e yê herî mezin». Yûhʼenna rʼabû û got: «Mamosta, me merivek dît ku bi navê Te cin derdixistin, lê me kir ku em nehêlin, çimkî ew pey me nayê». Lê Îsa wîrʼa got: «Pêşîyê li wî negirin, çimkî ewê ku ne miqabilî we ye, ew pişta we ye». Û çaxê ew rʼojêd ku Îsayê bihata hildanê nêzîk bûn, Ewî berê Xwe da Orşelîmê, ku herʼe wir. Û pêşîya Xwe merî şandin, ewana çûne gundekî Sameryayê ku bona Wî hazirîyê bibînin. Lê samerîya Ew li wir qebûl nekir, çimkî berê Wî kʼetibû Orşelîmê. Gava şagirtêd Wî Aqûb û Yûhʼenna ev yek dît, gotin: «Xudan, Tu dixwazî em ji eʼzmên agir bixwazin ku bibare û qirʼa van bîne? » Lê Ew vegerʼîya, li wan hilat. Û çûne gundekî din. Û çaxê ewana rʼêda bûn, yekî Wîrʼa got: «Tu kʼuda jî herʼî ezê pey Te bêm». Îsa gote wî: «Rʼûvîyarʼa qul hene, teyredêd eʼzmênrʼa jî hêlîn, lê bona Kurʼê Mêriv cîk tʼune ku serê Xwe lê dayne». Îsa yekî dinrʼa got: «Pey min were». Ewî jî got: «Xudan! Îzinê bide min, ku ez pêşîyê herʼim bavê xwe defin kim». Lê Îsa wîrʼa got: «Bira mirî mirîyê xwe defin kin. Tu herʼe Pʼadşatîya Xwedê dannasîn ke». Yekî din jî got: «Ezê pey te bêm Xudan, lê tʼenê îzinê bide min, ku ez pêşîyê xatirê xwe ji neferêd mala xwe bixwazim». Îsa got: «Kʼî ku destê xwe datîne ser kʼotanê û li pişt xweva dinihêrʼe, ew ne hêjayî Pʼadşatîya Xwedê ye». Pey vê yekêrʼa Xudan hʼeftê du şagirtêd din jî kʼifş kirin û ewana dudu-dudu pêşîya Xweva şandine wan cî û bajara, kʼîderê Xwexa wê biçûyayê û wanarʼa got: «Nandirûn gelek e, lê pʼale hindik in. Awa hîvî ji Xweyê nandirûnê bikin, wekî pʼala nandirûna Xwerʼa bişîne. Herʼin, Ez va we mîna berxa dişînime nava gura. Xwerʼa ne kʼîsik hildin, ne tûrik, ne jî çarixa. Û rʼêva silavê nedine tʼu kesî, çi mala ku hûn herʼinê, pêşîyê bêjin: ‹Eʼdilayî vê malêrʼa›. Û heger li wir merivekî hêjayî eʼdilayîyê hebe, eʼdilayîya weyê li ser wî bimîne. Lê heger tʼunebe, wê li we vegerʼe. Û wê malêda bimînin, çi xwarinê jî bidine we, ewê jî bixwin û vexwin, çimkî pʼale hêjayî heqê xwe ye. Û mal bi mal negerʼin. Kʼîjan bajarê ku hûn herʼinê û we qebûl kin, çi daynine ber we, bixwin. Nexweşêd navda qenc kin û wanrʼa bêjin: ‹Pʼadşatîya Xwedê nêzîkî we bûye›. Lê ew bajarê ku hûn herʼinê û we qebûl nekin, derêne meydana û bêjin: ‹Em wê tʼoza ku ji bajarê we nigêd meva girtîye jî li ser weda dawdişînin. Lê vê yekê bizanibin ku Pʼadşatîya Xwedê nêzîkî we bûye›. Ez ji werʼa dibêjim, Rʼoja Axretê hʼalê Sodomê wê ji ya wî bajarî çêtir be. Wey li te Xorazîn! Wey li te Beytsayda! Heger ew kʼeremetêd ku nava weda bûn, Sûr û Saydayêda bibûna, ewanayê zûva bi kʼurx nav kʼozîyêda rʼûniştî tʼobe bikirana. Lê Rʼoja Axretê hʼalê Sûr û Saydayê wê ji hʼalê we çêtir be. Û tu Kefernahûm, te tʼirê tê hʼeta eʼzmên bilind bî? Lê tê hʼeta dîyarê mirîya herʼî xwarê! Ewê guhdarîya we dike, guhdarîya Min dike û ewê we tʼexsîr dike, Min tʼexsîr dike, lê ewê Min tʼexsîr dike, yê ku Ez şandime tʼexsîr dike». Ew hʼeftê du şagirt bi eşq û şa vegerʼîyan û gotin: «Xudan, cin jî saya navê Te êlimî me dibûn». Ewî wanarʼa got: «Min mîrêcin dît, çawa birûska ji eʼzmên jorda kʼetî. Awa Min hʼukum daye we, ku hûn meʼr û dûpʼişka û tʼemamîya qewata dijmin pʼêpeskin û qet tʼu tiştê zirarê nede we. Lê bi wê yekê şa nebin ku cin êlimî we dibin, lê şa bin, ku navêd we li eʼzmana nivîsar e». Wî çaxî Ew bi Rʼuhʼê Pîroz şa bû û got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekir. Belê Bavo, çimkî aha li Te xweş hat. Her tişt ji Bavê Min Minrʼa hatîye dayînê. Kesek nizane Kurʼ kʼî ye, pêştirî Bavê û kesek nizane Bav kʼî ye, pêştirî Kurʼ û yêd ku Kurʼ bixwaze wanva Bavê bide naskirinê». Û wê gavê ser şagirtêd Xweda vegerʼîya û wanarʼa başqe got: «Xwezî li wan çʼeʼva, çi ku hûn dibînin ew jî dibînin. Çimkî Ez werʼa dibêjim, ku gelek pʼêxember û pʼadşa xwestin ew tiştêd ku hûn dibînin bidîtana, lê nedîtin û ew tiştêd ku hûn dibihên bibihîstana, lê nebihîstin». Hingê qanûnzanek rʼabû Ew cêrʼiband û got: «Dersdar, ez çi bikim, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê bistînim?» Ewî jî wîrʼa got: «Qanûnêda çi nivîsar e? Tu çawa dixûnî?» Ewî lê vegerʼand û got: «‹Xudan Xwedêyê xwe hʼiz bike, bi tʼemamîya dilê xwe, bi tʼemamîya canîya xwe, bi tʼemamîya qewata xwe û bi tʼemamîya hʼişê xwe›, ‹hevalê xwe jî weke xwe hʼiz bike› ». Û Îsa wîrʼa got: «Te rʼast got. Usa bike û tê bijîyî». Lê ewî xwest xwe rʼast derxe, Îsarʼa got: «Hevalê min kʼî ye?» Îsa lê vegerʼand û got: «Merivek hebû, ew ji Orşelîmê berjêrî Erîhayê dibû. Ew kʼete destê qaçaxa û wana ew teʼzî kir, kʼutan û nîvkuştî hiştin çûn. Usa qewimî ku kʼahînek wê rʼêda dihat. Gava ew dît, berrʼa derbaz bû çû. Usa jî yekî lêwî hat, gihîşte wî cîyî, li wî nihêrʼî, berrʼa derbaz bû çû. Paşê rʼêwîkî samerî hat. Gava ew dît, gunê wî lê hat. Ew nêzîkî wî bû, bizir û şerav li birînêd wî xistin, pʼêçʼa û ew danî ser kʼerkʼedanê xwe bire mêvanxanê û bona wî xem kir. Rʼoja dinê du zîv derxistin dane xweyê mêvanxanê û got: ‹Xweyîtîyê li vî bike, tu çi jî ser wî zêde xerc kî, gava ez vegerʼîyam, ezê li te vegerʼînim›. Niha tʼexmîna te, ji wan hersêka kʼîjan bû hevalê wî merivê ku kʼete destê qaçaxa?» Ewî jî got: «Ewê ku gune lê anî». Îsa wîrʼa got: «Herʼe tu jî usa bike». Çaxê rʼêkʼetin çûn, Îsa kʼete gundekî. Kʼulfetek ku navê wê Mertʼa bû Ew bire mala xwe. Xûşkeke wê jî hebû, navê wê Meryem. Ewa ber nigêd Xudan rʼûniştibû û guhdarîya xeberêd Wî dikir. Mertʼa jî ku gelek tʼivdarekdîtinêva gîro bû, hat sekinî û Îsarʼa got: «Xudan, qet xema Te nîne ku xûşka min nava vê tʼivdarekdîtinêda ez tʼenê hiştime? Bêje wê ku alî min bike». Xudan lê vegerʼand û gotê: «Mertʼa, Mertʼa, tu bona gelek tişta xema dikî û tʼevîhev dibî. Lê tʼenê tiştek lazim e, ew pʼara qenc jî Meryemê xwerʼa bijart û ji wê nayê standinê». Carekê Îsa cîkî dua dikir, gava xilaz kir, ji şagirtêd Wî yekî jêrʼa got: «Xudan, me hînî duakirinê ke, çawa Yûhʼenna şagirtêd xwe hîn kirin». Ewî wanarʼa got: «Gava hûn dua dikin, aha bêjin: Bavo, Navê Te pîroz be. Pʼadşatîya Te bê. Nanê meyî rʼojê rʼoj bi rʼoj bide me. Û gunêd me bibaxşîne, çimkî em jî dibaxşînine hʼemû deyndarêd xwe û me nebe cêrʼibandinê ». Û wanarʼa got: «Ji we kʼîjan e ku dostekî wî hebe û nîvê şevê herʼe mala wî jêrʼa bêje: ‹Dosto, sê nana deynî bide min. Çimkî pismamekî min ji rʼê dagerʼîyaye hatîye mala min, tiştekî minî xwarinê tʼune, ku daynime ber wî›. Û ew jî hindurʼda lê vegerʼîne û bêje: ‹Derî îdî dada ye, ez û zarʼêd xweva jî nava cî-nivînada ne, zeʼmetê nede min, ez nikarim rʼabim bidime te›. Ez werʼa dibêjim, heger ew bona dostîyê jî rʼanebe nên nede wî, lê bona bêarzîya wî wê rʼabe çiqas jêrʼa lazim be bide wî. Ez werʼa dibêjim, bixwazin hûnê bistînin, bigerʼin hûnê bibînin, derî xin wê ber we vebe. Çimkî kʼî ku dixwaze distîne, kʼî ku digerʼe dibîne û kʼî ku derî dixe ber wî vedibe. Ji we kʼîjan e ew bav, ku kurʼê wî meʼsî bixwaze, dewsa meʼsî meʼr bidê, yan jî hêkê bixwaze, dûpʼişkê bidê? Hûn ku xirab in, zanin tiştêd qenc bidine zarʼêd xwe, lê Bavê eʼzmana wê çiqas zêde Rʼuhʼê Pîroz bide ewêd ku ji Wî dixwazin». Carekê Îsa cinê lal ji yekî derdixist, çaxê ku cin derkʼet, ewî lal xeber da û eʼlalet zendegirtî ma. Lê ji wan hineka got: «Ew bi hʼukumê Belzebûlê serwêrê cina cina derdixe». Hineka jî Ew dicêrʼiband, nîşanêd eʼzmên ji Wî dixwestin. Lê nêtêd dilê wan Îsava eʼyan bûn û wanarʼa got: «Her pʼadşatîya ku nava wêda tʼifaq tʼunebe wê wêran be û mala ku bêtʼifaqî bikʼevê, ew mal namîne. Hûn dibêjin, ku Ez bi hʼukumê Belzebûl cina derdixim. Lê heger mîrêcin nava xweda bêtʼifaq be, pʼadşatîya wî wê çawa bimîne? Û heger Ez bi Belzebûl cina derdixim, lê yêd ku pey we tên bi çi derdixin? Heger usa be, ewê we lomekʼar kin. Lê heger Ez bi tʼilîya Xwedê cina derdixim, wekî usa ye Pʼadşatîya Xwedê gihîştîye we. Çaxê yekî qewat bi çʼek xweyîtîyê mala xwe dike, tʼu tiştê wî zirar lê nabe. Lê gava yekî ji wî qewattir bê û wî bigire, wê ew çʼekê ku wî gumana xwe dabû ser jê bistîne, hebûka wî jî bela ke. Kʼî ku ne tʼevî Min e, miqabilî Min e û kʼî ku tʼevî Min tʼop nake, bela dike. Çaxê rʼuhʼê hʼeram ji mêriv dertê, cîyê bê av digerʼe, ku rʼihʼetîyê bibîne û gava nabîne, dibêje: ‹Ez vegerʼime wê mala xweye ku jê derkʼetime›. Û gava tê, paqijkirî û hevdayî dibîne. Hingê diçe hʼeft cinêd dine ji xwe xirabtir jî tîne, dikʼevine wir dijîn. Û axirîya wî merivî ji pêşîyê xirabtir dibe». Çaxê Îsa hê xeber dida, ji nava eʼlaletê kʼulfetekê dengê xwe bilind kir û Wîrʼa got: «Xwezî li wî betʼinî, ku Tu xweda xweykirî û wan bistana, ku şîr dane Te». Lê Ewî got: «Hê xwezî li wan, yêd ku xebera Xwedê dibihên û pêk tînin». Çaxê eʼlalet ser Wî dicivîya, Îsa destpêkir û got: «Eva nisila xirab e, nîşanekê dixwaze, lê jêrʼa nîşaneke din nayê dayînê pêştirî nîşana Ûnis pʼêxember. Çawa Ûnis bona Nînewaya bû nîşan, usa jî Kurʼê Mêriv wê vî nisilîrʼa bibe nîşan. Pʼadşa Başûrê wê Rʼoja Axretê tʼevî merivêd vî nisilî rʼabe û wan neheq ke, çimkî ewa ji serê dinê hat, ku serwaxtîya Silêman bibihê û va ye Yekî ji Silêman mestir li vir heye. Merivêd Nînewayê Rʼoja Axretê wê tʼevî vî nisilî rʼabin û wan neheq kin, çimkî ewana bi dannasînîya Ûnis ji gunekirinê vegerʼîyan. Va ye Yekî ji Ûnis mestir li vir heye. Kesek çʼirê vênaxe û danayne cîyê xewle, ne jî dike binê firaqê, lê datîne ser pʼêçʼirê, wekî ewê ku dikʼevine hindurʼ, rʼonayê bibînin. Çʼira bedena te çʼeʼvê te ye. Heger çʼeʼvê te pʼak e, tʼemamîya bedena teyê rʼonayî be. Lê heger çʼeʼvê te xirab e, bedena teyê jî teʼrî be. Awa haş ji xwe hebe, dibe ku ew rʼonaya nava teda teʼrî ye. Heger tʼemamîya bedena te rʼonayî ye û pʼareke teʼrî tʼune, hʼemûyê jî rʼonayî be, çawa çʼira bi şewqa xwe te rʼonayî dike». Gava xeberdana Xwe xilaz kir, yekî fêrisî hîvî jê kir ku herʼe tʼevî wî nan bixwe. Ew jî çû, li ser sifrê rʼûnişt. Gava fêrisî dît ku Ewî pêşîya nanxwarinê li gora eʼdetê dîn destêd Xwe neşûştin, zendegirtî ma. Lê Xudan wîrʼa got: «Awa hûn fêrisîya tʼas û fîncana rʼûyê dervava paqij dikin, lê dilê we hindurʼva bi timayê û xirabîyava tʼijî ye. Bêfeʼmno! Ewê ku derva çêkir, hindurʼ çênekir? Awa bi çiva tʼas û fîncanêd we tʼijî ne, bi wan xwerʼa xêra bikin û her tiştê werʼa hʼelal be. Lê wey li we fêrisîya! Hûn dehekê pûngê, ceʼtʼrîyê û hʼemû pʼincarʼa didin, lê heqîyê û hʼizkirina Xwedê davêjine pişt guhê xwe. We gerekê ev yek bikirana û dest ji yêd mayîn nekʼişanda. Wey li we fêrisîya, ku hûn kʼinîştada kʼursîyêd pêşin hʼiz dikin, bazarada jî silava. Wey li we! Hûn mîna tʼirbêd bê nav-nîşan in, ku meriv ser wan digerʼin û nizanin». Ji qanûnzana yekî lê vegerʼand û got: «Dersdar, Tu bi van xebera me jî bêhurmet dikî». Ewî got: «Wey li we qanûnzana jî, çimkî hûn barêd giran didine ser milê meriva, lê tʼilîke xwe jî nadine wan bara. Wey li we, ku hûn tʼirbêd wan pʼêxembera çêdikin, yêd ku kal-bavêd we ew kuştine. Bi wê yekê hûn şeʼdetîya xwe didin, ku hûn havijîya xwe kirinêd kal-bavêd xwe tînin. Ewana pʼêxember dikuştin û hûn tʼirbêd wan çêdikin. Lema jî serwaxtîya Xwedê got: ‹Ezê pʼêxember û şandîya bişînime cem wan, ji wan hineka wê bikujin, hineka jî bizêrînin›. Bona vê yekê xûna hʼemû pʼêxembera, ku ji wextê eʼfirandina dinyayêda hatîye rʼêtinê, ji vî nisilî wê bê xwestinê, ji xûna Habîl hʼeta xûna Zekerîya, ya ku nav gorîgehê û pʼaristgehêda hate rʼêtinê. Ez rʼast werʼa dibêjim, ji vî nisilî wê bê xwestinê. Wey li we qanûnzana, ku we kʼilîta zanebûnê hildaye. Ne hûn kʼetinê û ne jî we hiştîye yêd ku dixwazin bikʼevinê». Û gava Ew rʼabû ku herʼe, qanûnzan û fêrisî qilqilîn, bona gelek tişta Wîrʼa kʼetine deʼwê. Û ber devê Wî sekinî bûn, wekî bi xeberekê bikaribin Wî bigirin û gunekʼar kin. Wî çaxî, gava bi hʼezara merî civîyan, usa ku ser hevrʼa derbaz dibûn, Ewî pêşîyê destpêkir şagirtêd Xwerʼa got: «Hʼevza xwe ji hevîrtirʼşkê fêrisîya bikin, Ez tînime ser durʼûtîya wan. Tiştekî dizîva tʼune ku derneyê û ne jî veşartî ku kʼifş nebe. We çi teʼrîyêda gotîye, ewê rʼonayêda bê bihîstinê û we çi li malê guhada xeber daye, ewê ser bana bibe dengî. Ez we pismamêd Xwerʼa dibêjim, ji wana netirsin, yêd ku bedenê dikujin, ji wê pêştir tiştekî din nikarin bikin. Lê Ezê werʼa bêjim, ku hûn ji kʼê bitirsin. Ji Wî bitirsin, Yê ku pey kuştinêrʼa jî hʼukumê Wî heye bavêje ceʼnimê. Belê, Ez werʼa dibêjim ji Wî bitirsin! Ne pênc çʼivîk bi du diravêd çarqurʼûşê têne firotanê? Lê Xwedê ji wan yekî jî bîr nake. Usa jî her tʼêlekî pʼorʼêd serê we jimartî ye. Netirsin, hûn ji gelek çʼivîka qîmettir in. Ez werʼa dibêjim, kʼî ku ber meriva Min îqrar ke, Kurʼê Mêriv jî wê wî ber milyakʼetêd Xwedê îqrar ke. Û kʼî ku Min ber meriva înkʼar ke, ewê jî ber milyakʼetêd Xwedê bê înkʼarkirinê. Û kʼî ku tiştekî miqabilî Kurʼê Mêriv bêje, wê bê baxşandinê. Lê kʼî ku gotineke xirab miqabilî Rʼuhʼê Pîroz bêje, li wî nayê baxşandinê. Û gava we bibine kʼinîşta yan ber hʼakim yan serwêrêd hʼukumetê, hûn xem nekin ku hûnê çawa caba xwe bidin yan çi bêjin. Çimkî Rʼuhʼê Pîroz ewê demê wê we hîn ke, çi lazim e ku hûn bêjin». Ji nava eʼlaletê yekî Wîrʼa got: «Dersdar, bêje birê min, bira mîratʼa bavê min minrʼa pʼareveke». Ewî wîrʼa got: «Heval, kʼê Ez ser we hʼakim yan jî pʼarkir kʼifş kirime?» Û gote wan: «Haş ji xwe hebin û hʼevza xwe ji her cûrʼe timayê bikin, çimkî eʼmirê însên zêdebûna hebûka wîva girêdayî nîne». Ewî meselek jî wanrʼa got: «Zevîya merivekî dewletî gelek ber da. Û ewî dilê xweda got: ‹Ez çawa bikim? Cî jî tʼune ku deremeta xwe têkimê›. Û got: ‹Ezê aha bikim, eʼmbarêd xwe hilşînim û hê yêd mezin çêkim, hʼemû deremet û hebûka xwe jî bikime wir. Û xwexa xwerʼa bêjim: Eʼvdo! Te bona xwe tʼêra gelek sala, gelek hebûk daye ser hev, rʼûnê bixwe, vexwe û şa be›. Lê Xwedê gote wî: ‹Bêfeʼmo! Îşev rʼuhʼê teyê ji te bê standinê. Ev hebûka te berev kirîye wê kʼêrʼa bimîne?› Usa jî wê bê serê her kesî, yê ku bona xwe xiznê tʼop dike û pê Xwedê dewletî nabe». Hingê Ewî şagirtêd Xwerʼa got: «Lema Ez werʼa dibêjim, bona eʼmirê xwe xema nekin, ku hûnê çi bixwin, ne jî bona bedena xwe, ku hûnê çi li xwe kin. Çimkî eʼmir ji xwarinê qîmettir e û beden jî ji kʼinca. Dîna xwe bidine qarʼqarʼa, ne dirʼeşînin, ne didirûn û ne jî eʼmbar yan kʼîlerêd wan hene, lê Xwedê rʼisqê wan digihîne. Hûn çiqasî ji teyreda qîmettir in! Îdî ji we kʼî dikare bi xemêd xwe deqekê ser eʼmirê xweda zêde ke? Heger hûn wî tiştê herî biçʼûk nikarin bikin, îdî çima bona tiştêd mayîn xem dikin? Dîna xwe bidine sosina, çawa şîn dibin, ne dixebitin û ne dirʼêsin. Ez werʼa dibêjim, ku Silêman jî nava tʼemamîya wê xêr-xizna xweda mîna ji wan yekê xwe nekir. Heger gîhayê çolê, ku îro heye û sibê davêjine nava êgir, Xwedê usa dixemilîne, lê çiqas zêde wê li we ke, kêmbawerno? Li van tişta negerʼin, ku hûnê çi bixwin yan çi vexwin. Ber xwe nekʼevin. Çimkî pʼûtpʼaristêd dinyayê li pey wan hʼemû tişta dikʼevin, lê Bavê we zane ku hûn hʼewcê wan tişta ne. Lê ber wêva hûn li Pʼadşatîya Wî bigerʼin û ewê werʼa bêne dayînê. Netirse, kerîyê pêzî biçʼûk! Çimkî li Bavê we xweş hat, ku pʼadşatîyê bide we. Hebûka xwe bifiroşin û xwerʼa xêra bikin. Xwerʼa kʼîsikê ku narʼize û xizna eʼzmanaye ku kêm nabe qazinc kin. Li wê derê ne dizê nêzîk bê û ne jî wê bizûzê bixwe. Çimkî xizna we kʼîderê be, dilê weyê jî li wê derê be. Bira pişta we girêdayî û çʼirêd we vêxistî bin. Hûn mîna wan meriva bin, yêd ku hîvîya axayê xwe ne, ku ewê kʼengê ji deʼwatê vegerʼe, ku çaxê bê dêrî xe, pêrʼa-pêrʼa rʼabin dêrî vekin. Xwezî li wan xulama, ku çaxê axayê wan bê, wan hʼişyar bibîne. Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê pişta xwe girêde, wan ser sifrê bide rʼûniştandinê û berdestîyê wanrʼa bike. Û heger axayê wan nîvê şevê yan jî berbanga sibehê bê û wan usa bibîne, ew xulamana xwezilî ne. Lê hûn vê yekê bizanibin, heger xweyê malê bizanibûya ku dizê kʼîjan sihʼetê bihata, wê nehişta ku mala wî derevekira. Awa hûn jî hazir bin, çimkî ew sihʼeta ku dilê werʼa derbaz nabe, Kurʼê Mêriv wê bê». Petrûs got: «Xudan, eva mesela te tʼenê bona me got yan bona hʼemûya?» Xudan got: «Kʼî ye ew wekʼîlxercê amin û serwaxt, ku axayê wî, wê wî ser xulamêd xwe serwêr kʼifş ke, ku wextda xwarina wan bide wan. Xwezî li wî xulamî, ku çaxê axayê wî bê, ewî usa bibîne. Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê wî bike serwêrê tʼemamîya hebûka xwe. Lê heger ew xulam dilê xweda bêje: ‹Axayê min hatina xwe derengî dêxe› û destpêke li xulam û carîya xe, bixwe, vexwe û serxweş be, axayê wî xulamî wê rʼojeke usa bê, ku ew ne hîvîyê ye û sihʼeteke usa, ku ew nizane. Wê wî qet-qetî ke û pʼara wî tʼevî pʼara bêamina ke. Û ew xulamê ku xwestina axayê xwe zane û kʼarê xwe nake, ne jî li gora xwestina wî dike, wê gelekî bê kʼutanê. Lê ewê ku ji nezanîya xwe tiştekî hêjayî kʼutanê dike, wê hindikî bê kʼutanê. Kʼêrʼa gelek hatîye dayînê, gelek jî wê jê bê xwestinê û kʼêrʼa gelek hatîye spartinê, cabdarîya wî jî wê gelek be. Ez hatim, wekî êgir bavêjime ser dinê û Min çawa dixwest wekî îdî alav bida. Lê nixumandineke Min heye, ku Ez gerekê pê bême nixumandinê û dilê Min qet ne rʼihʼet e hʼeta ku ew bê sêrî. We tʼirê Ez hatim eʼdilayîyê bidime dinê? Ez werʼa dibêjim na, lê bona cudebûnê. Ji vir şûnda malekêda pênc merivê ji hev cude bin, sisê wê miqabilî duda bin, dudu miqabilî sisîya. Bavê rʼabe miqabilî kurʼ, kurʼ jî bavê, dê qîzê, qîz jî dê, xwesî bûkê û bûk jî xwesîyê». Û Ewî eʼlaletêrʼa jî got: «Çaxê ji rʼoavayê eʼwr dertê, hûn destxweda dibêjin: ‹Baranê bibare› û usa jî dibe. Û gava bayê başûrê tê, hûn dibêjin: ‹Hewayê germ be› û usa dibe. Durʼûno! Hûn rʼûyê eʼzmên eʼnene dikin hewayê çawa be, lê çawa vî zemanî eʼnene nakin? Hûn çima xwexa nadine li ber hʼesaba, ku kʼîjan e rʼast? Çaxê neyarê te te kʼaşî cem hʼakim dike, usa bike, ku rʼêva tʼevî wî li hev bêyî. Nebe ew te bide destê hʼakim, hʼakim jî te bide destê seresker û ew jî te bavêje kelê. Ez terʼa dibêjim, tu ji wir tʼu car dernakʼevî hʼeta polê paşin nedî». Wî çaxî hinek hatin bona wan celîlîya Îsarʼa gotin, xûna kʼîjana Pîlato tʼevî xûna qurbanêd wan kiribû. Îsa li wan vegerʼand û got: «We tʼirê ew celîlîyêd ku ev yek hate serê wan, ji hʼemû celîlîyêd mayîn gunekʼartir bûn? Ez werʼa dibêjim, na! Lê belê heger hûn ji gunekirinê venegerʼin, hûn hʼemûyê jî rʼoja wanda herʼin. Yan jî ew hʼîjdeh merivêd ku kela Sîlwamê ser wanda kʼet mirin, we tʼirê ewana ji hʼemû binelîyêd Orşelîmê gunekʼartir bûn? Na! Ez werʼa dibêjim, heger hûn ji gunekirinê venegerʼin, hûn hʼemûyê jî rʼoja wanda herʼin». Ewî eva mesela jî got: «Merivek hebû, nava rʼezê tirîyê wîda dareke hêjîrêye nikandî hebû. Rʼojekê ew hat, ku ser wê ber bigerʼe, lê nedît. Wî çaxî rʼezvanrʼa got: ‹Eva muxdarê sê sala ye ez têm, berê vê dara hêjîrê digerʼim, lê nabînim. Evê bibirʼe! Badîhewa çima cî girtîye?› Rʼezvan lê vegerʼand û got: ‹Axa, îsal jî wê sebir ke. Ezê dora wê vedim û pʼeyn bikimê. Heger saleke din ber bide, qenc e, lê heger nede, paşê bibirʼe›». Rʼojeke şemîyê Îsa kʼinîştekêda hîn dikir. Li wir kʼulfeteke qoncikî hebû, ku hʼîjdeh salêd wê bû, rʼuhʼê nexweşîyê pêrʼa bû. Ewê qet nikaribû xwe rʼast kira. Gava Îsa ew dît, gazî wê kir û gotê: «Eʼvdê! Tu ji nexweşîya xwe aza yî!» Û Ewî destêd Xwe danîn ser wê, ew pêrʼa-pêrʼa rʼast bû û şikirî dida Xwedê. Lê serwêrê kʼinîştê hêrs kʼet, ku Îsa rʼoja şemîyê nexweş qenc kir û eʼlaletêrʼa got: «Şeş rʼoj bona şixulkirinê hene, hûn nava wan rʼojada dikarin bên qenc bin, ne ku rʼoja şemîyê». Xudan lê vegerʼand û gotê: «Durʼûno! Ji we kʼîjan rʼoja şemîyê gayê xwe yan kʼera xwe ji afirʼ venake û nabe ser avê? Ne eva jî qîza Birahîm e, ku eva muxdarê hʼîjdeh salêd wê bûn, mîrêcin ew girêdabû. Ne lazim bû ku ew rʼoja şemîyê ji wê qeydê vebûya?» Û gava ev yek got, hʼemûyêd ku miqabilî Wî bûn şermî man. Û tʼemamîya eʼlaletê bona wan kʼeremetêd Wîye rʼûmetî ku Wî dikirin şa dibû. Peyrʼa Îsa got: «Pʼadşatîya Xwedê mîna çi ye? Û Ez wê himberî çi kim? Ew mîna hʼebeke tʼoximê xerdalê ye, ku merivekî hilda baxçê xweda çand. Û gava ew mezin bû, bû dar, teyredêd eʼzmên hêlînêd xwe ser çʼiqilêd wê çêkirin». Ewî dîsa got: «Ez Pʼadşatîya Xwedê himberî çi kim? Ew mîna hevîrtirʼşk e, ku kʼulfetekê hilda nava sê kod arda stira, hʼeta ku hʼemû hilat». Îsa gund û bajararʼa derbaz dibû, hîn dikir û berbi Orşelîmê diçû. Yekî Wîrʼa got: «Xudan, gelo hindik in, ewêd ku wê xilaz bin?» Ewî wanrʼa got: «Biceʼdînin, ku hûn derê tengrʼa bikʼevine hindurʼ, çimkî Ez werʼa dibêjim, gelekê bixwazin bikʼevinê û wê nikaribin. Û peyrʼa, ku xweyê malê rʼabe derî bigire, hingê hûnê derva bimînin û derî xin bêjin: ‹Em xulam, derî li me veke›. Ewê li we vegerʼîne û bêje: ‹Ez nizanim hûn ji kʼu ne›. Hingê hûnê bêjin: ‹Me tʼevî Te xwar, vexwar û Te kʼûçêd meda hîn dikir›. Lê Ewê bêje: ‹Ez werʼa dibêjim, Ez nizanim ku hûn ji kʼu ne. Ji Min dûr kʼevin, hûn hʼemûyêd ku neheqîyê dikin!› Li wir wê bibe girî û çʼirke-çʼirka dirana, gava hûn Birahîm, Îshaq, Aqûb û hʼemû pʼêxembera Pʼadşatîya Xwedêda bibînin, xwe jî derva avîtî. Û wê ji rʼohilat-rʼoavayê û bakur-başûrê bên, Pʼadşatîya Xwedêda ser sifrê rʼûnên. Awa bizanibin ku hinekêd paş wê bibine pêş û hinekêd pêş wê bibine paş». Wê demê çend fêrisî hatin û Wîrʼa gotin: «Rʼabe ji vir herʼe, çimkî Hêrodes dixwaze Te bikuje». Û Ewî wanrʼa got: «Herʼin wî rʼûvîyîrʼa bêjin: ‹Va Ez îro, sibê cina derdixim, nexweşa qenc dikim û rʼoja sisîya Ezê bigihîjime meremê Xwe›. Lê gerekê Ez îro, sibê, dusibe rʼîya Xweda herʼim, çimkî nabe ku pʼêxemberek ji Orşelîmê der unda be. Orşelîm! Orşelîm! Tu ku pʼêxembera dikujî û şandîyêd cem xwe didî ber kevira. Çend cara Min xwest ku zarʼêd te usa bicivanda, çawa mirîşk cûcûkêd xwe bin baskêd xweda dicivîne, lê te nexwest! Va mala te wê xirabe bimîne. Ez werʼa dibêjim, îdî hûn Min tʼu car nabînin, hʼeta ku hûn bêjin: ‹Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê› ». Rʼojeke şemîyê Îsa bona nanxwarinê çû mala serwêrekî fêrisîya. Wana çʼeʼvê xwe ji ser Wî nedibirʼî. Li wir pêşberî Wî merivekî bi nexweşîya avzê hebû. Îsa ji qanûnzan û fêrisîya pirsî û got: «Rʼoja şemîyê qenckirin cayîz e yan na?» Wana dengê xwe nekir. Hingê Ewî nexweş girt, qenc kir û verʼêkir. Paşê Ewî wanrʼa got: «Ji we kʼîjan e, heger kurʼê wî yan gayê wî bikʼeve bîrê, rʼoja şemîyê pêrʼa-pêrʼa dest nevêjê dernexe?» Nikaribûn caba vê pirsa Wî bidana. Û gava Ewî dît, wekî merivêd tʼeglîfkirî çawa xwe cîyê jorin digirtin, meselek wanrʼa got: «Gava yek te gazî deʼwatê dike, cîyê jorin rʼûnenî, nebe ku yekî ji te qedirtir jî alîyê wîda tʼeglîfkirî be, û xweyê deʼwatê, awa gotî tʼeglîfkirîyê we her duya, bê terʼa bêje: ‹Kʼerema xwe cî bide filan kesê›. Hingê tê ji şerma xwe rʼabî cîyê jêrin rʼûnêyî. Lê çaxê te tʼeglîf dikin, herʼe cîyê jêrin rʼûnê, ku çaxê xweyê deʼwatê bê terʼa bêje: ‹Pismam, kʼerem ke, derbazî jorê be!› Hingê qedirê teyê ber çʼeʼvê hʼemû rʼûniştîya bilind be. Awa her kesê ku xwe bilind ke, wê nimiz be û kʼî ku xwe nimiz ke, wê bilind be». Û Îsa tʼeglîfkirîyê Xwerʼa got: «Çaxê tu firavînê yan şîvê datînî, gazî heval-hogir, bira-pismam yan jî der-cînarêd xweye dewletî neke, nebe ew jî te tʼeglîf kin û qencîya te li te vegerʼînin. Lê gava tu xwarinekê datînî, gazî feqîr, seqet, yêd dikulin û kora ke. Hingê tê xwezilî bî, çimkî ewana nikarin qencîya te li te vegerʼînin, lê belê Rʼoja Rʼabûna rʼastaye ji mirinê wê li te bê vegerʼandinê». Gava ji hazira yekî ev yek bihîst, Wîrʼa got: «Xwezî li wî, ku Pʼadşatîya Xwedêda nên bixwe». Lê Îsa wîrʼa got: «Merivekî şayîke giran hazir kir û gelek merî tʼeglîf kirin. Gava wextê şayîyê pêrʼa gihîşt, ewî xulamê xwe şand, ku hʼemû tʼeglîfkirîyarʼa bêje: ‹Her tişt îdî hazir e, kʼerem kin werin›. Lê her yekî destpêkir meʼnî girt. Yê pêşin wîrʼa got: ‹Min xwerʼa eʼrd kʼirʼîye, ez eʼseyî gerekê herʼim bibînim. Ez hîvî ji te dikim, min bibaxşîne›. Û yê din got: ‹Min pênc cot ga kʼirʼîne, ez diçim ku wan bicêrʼibînim. Ez hîvî ji te dikim, min bibaxşîne›. Yê sisîya jî got: ‹Ez zewicîme, lema nikarim bêm›. Û ew xulam vegerʼîya hat, ev hʼemû axayê xwerʼa gilî kirin. Hingê axa hêrs kʼet, xulamê xwerʼa got: ‹Zû herʼe meydan û kʼûçêd bajêr, feqîra, qopa, seqeta û kora tʼop ke bîne vir›. Peyrʼa xulêm gotê: ‹Axayê min, te çawa eʼmir kir, min usa jî kir, lê dîsa cî heye›. Û axê xulêmrʼa got: ‹Derkʼeve serê rʼê û dirba, zorê li her kesî bike bîne vir, ku mala min tʼijî be. Ez werʼa dibêjim, ku ji wan merivêd tʼeglîfkirî tʼu kes ji şayîya min wê tiştekî teʼm neke›». Pey vê yekêrʼa eʼlaleteke giran tʼevî Îsa diçû û Ew ser wanda vegerʼîya û got: «Heger yek pey Min bê û Min ji dê û bavê xwe, ji jin û zarʼêd xwe, ji xûşk û birayêd xwe û usa jî ji xwe zeʼftir hʼiz neke, nikare bibe şagirtê Min. Û kʼî ku xaçê xwe hilnede pey Min neyê, ew nikare bibe şagirtê Min. Ji we kʼîjan e, ku bixwaze bilindcîke nobedara çêke, pêşîyê rʼûnenî nede ber hʼesêb, gelo qewata wîyê bigihîjê bîne sêrî yan na? Nebe ku hʼîmê wê dayne û nikaribe bîne sêrî, yêd ku bibînin lê bikʼenin û bêjin: ‹Evî merivî destpêkir çêke û nikaribû banîya sêrî›. Yan jî kʼîjan pʼadşa pʼadşakîrʼa derê şêrʼ, pêşîyê rʼûnenî neşêwire, gelo wê bikaribe bi dehe hʼezara ber yekî ku bi bîst hʼezarî tê ser wî bike şerʼ? Heger ew pê nikare, gava hê dûr e wê qasidê xwe bişîne, bona lihevhatinê hîvî jê bike. Awa ji we her kes, kʼî ku destê xwe ji tʼemamîya hebûna xwe nekʼişîne, ew nikare bibe şagirtê Min. Xwê tiştekî qenc e. Lê heger ew teʼma xwe unda ke, paşê ewê bi çi teʼmê bistîne? Ne wê dewsa xwelîyê bigire û ne jî dewsa pʼeyn. Wê bavêjine wêda. Guhê kʼêyî bihîstinê heye bira bibihê». Awa hʼemû xercgir û gunekʼar nêzîkî Wî dibûn, ku guhê xwe bidana ser gotinêd Wî. Lê fêrisî û qanûnzana bîna xwe teng dikir û digotin: «Eva gunekʼara qebûl dike û tʼevî wan nan dixwe». Û Îsa eva mesela wanrʼa got: «Ji we kʼî ye ew merî, ku sed pezêd wî hebin û gava yekî ji wan unda ke, nod neha çol û besta nehêle û pey ya undabûyî nekʼeve, hʼeta ku wê bibîne? Û gava bibîne, wê ji şabûna dayne ser milê xwe, vegerʼe malê, gazî der û cînara ke û wanrʼa bêje: ‹Tʼevî min şa bin! Min peza xweye undabûyî dît›. Ez werʼa dibêjim, usa jî li eʼzmên bona gunekʼarekî ku tʼobe dike, hê wê bibe şabûneke mezin, ne ku bona nod nehêd rʼast, kʼîjanarʼa tʼobekirin ne hʼewce ye. Yan kʼîjan e ew kʼulfeta ku dehe zîvêd wê hebin û gava yekî ji wan unda ke, wê çʼirê vênexe, malê gêzî neke û qenc lê nagerʼe, hʼeta ku zîvê xwe bibîne? Û çaxê ew bibîne, wê gazî der û cînara ke û wanrʼa bêje: ‹Tʼevî min şa bin! Min zîvê xweyî undakirî dît›. Ez werʼa dibêjim, usa jî milyakʼetêd Xwedê bona gunekʼarekî ku tʼobe dike, şa dibin». Û Îsa got: «Du kurʼêd merivekî hebûn. Yê biçʼûk gote bavê xwe: ‹Bavo, ji hebûka xwe çi ku pʼara min dikʼeve, bide min›. Û ewî wanarʼa hebûk pʼarevekir. Pey çend rʼojarʼa kurʼê biçʼûk her tiştê xwe tʼop kir çû welatekî dûr. Li wir ewî eʼmirê toltîyê derbaz kir, hʼemû hebûka xwe pʼûçʼ kir. Û gava tiştek dêstda nema, wî welatîda jî bû xelayîke mezin û ew kʼete hʼalekî giran. Çû xwe li bajarvanekî wî welatî girt û ewî ew şande kʼewşên ber beraza. Ew hʼewce bû ku zikê xwe bi wan xirnûfêd ku beraza dixwar tʼêr bikira, lê kesekî ew jî nedida wî. Lê gava ew ser hʼişê xweda hat, got: ‹Çiqas pʼale mala bavê minda hene, ku nan dixwin û ber wan dimîne, lê ez vira birʼçîna dimirim. Ez rʼabim herʼime cem bavê xwe û wîrʼa bêjim: Bavo, min ber te û eʼzmên gune kir. Ez îdî ne hêjayî kurʼtîya te me. Tʼenê mîna pʼalekî xwe min qebûl ke›. Û rʼabû hate cem bavê xwe. Lê gava hê dûrva bavê ew dît, dilê wî ser şewitî, berbi wî bezî, ew hʼemêz kir û rʼamûsa. Kurʼ jêrʼa got: ‹Bavo, min ber te û eʼzmên gune kir. Ez îdî ne hêjayî kurʼtîya te me›. Lê bavê xulamêd xwerʼa got: ‹Zû bikin, çuxê lapî rʼind bînin lê kin, gustîlê têkine tʼilîyê û sola jî bikine niga. Canegayê dermalîkirî bînin, serjêkin, em bixwin û şa bin. Çimkî ev kurʼê min mirî bû, sax bû, undabûyî bû, hate dîtinê›. Û dest bi şayîyê kirin. Wî çaxî kurʼê wîyî mezin li kʼewşên bû. Gava hat nêzîkî malê bû, dengê stiran û rʼeqasê bihîst. Ewî gazî ji xulama yekî kir û jê pirsî: ‹Ev çi hʼewal e?› Xulêm wîrʼa got: ‹Birê te hatîye, bavê te canegayê dermalîkirî serjêkirîye, çimkî ew sax û silamet vegerʼîyaye›. Bira hêrs kʼet û nexwest ku herʼe hindurʼ. Bav derkʼete derva, lava wî kir. Ewî li bavê xwe vegerʼand û got: ‹Eva muxdarê çend sala ne ku ez terʼa xulamtîyê dikim û ji gurʼa te qet dernekʼetime, te qet karek jî nedaye min ku min tʼevî heval-hogirêd xwe kʼêf bikira. Lê gava ew kurʼê teyî ku hebûka te bir, tʼevî qava pʼûçʼ kir hat, te bona wî canegayê dermalîkirî serjêkir›. Bavê jêrʼa got: ‹Lawo, tu her gav tʼevî min î û hʼemû hebûka min ya te ye. Gerekê em eşq û şa bûna, çimkî ev birê te mirî bû, sax bû û undabûyî bû, hate dîtinê›». Îsa şagirtêd Xwerʼa got: «Merivekî dewletî hebû, wekʼîlxercekî wî hebû. Rʼojekê gilî gihîşte wî, yançîye wekʼîlxercê wî hebûka wî pʼûçʼ dike. Ewî jî gazî wî kir û gotê: ‹Ev çi yek e ku ez bona te dibihêm? Heq-hʼesabê wekʼîlxerctîya xwe bide, çimkî îdî tu nikarî wekʼîlxerctîyê bikî›. Wekʼîlxerc dilê xweda got: ‹Ez çi bikim? Axayê min ji wekʼîlxerctîyê min derdixe, eʼrdkʼolan li min nabe, ji pʼarskirinê jî şerm dikim. Ez zanim ezê niha çi bikim, ku malêd xweda min qebûl kin, gava ez ji wekʼîlxerctîyê derkʼevim›. Ewî yek-yek gazî deyndarêd axayê xwe kir û yê pêşinrʼa got: ‹Tu çiqasî deyndarê axayê min î?› Ewî got: ‹Sed kʼûp bizirê zeytʼûnê› û wîrʼa got: ‹Han nivîsara xwe hilde û zû rʼûnê binivîse pêncî›. Paşê yê dinrʼa got: ‹Tu çiqasî deyndar î?› Ewî jî got: ‹Sed çʼeʼl genim› û wîrʼa got: ‹Han nivîsara xwe hilde û binivîse hʼeyştê›. Û axa pesinê wekʼîlxercê bêamin da, wekî ewî bi aqilî kir. Awa merivêd vê dinê hindava xweda ji merivêd rʼonayê serwaxttir in. Ez werʼa dibêjim, hûn bi hebûka vê dinê hevala xwerʼa dest xin û gava hebûk kêm be, we bin konêd hʼeta-hʼetayêda qebûl kin. Ewê ku nava tiştêd hindikîda amin e, nava tiştêd gelekîda jî amin e, lê ewê ku nava tiştêd hindikîda bêamin e, nava tiştêd gelekîda jî bêamin e. Heger hûn nava hebûka vê dinêda bêamin bûn, kʼê wê hebûka rʼast bide we? Heger hûn nav tiştê yê xerîbda amin nîbin, ya we kʼê wê bide we? Xulamek nikare du axarʼa xulamtîyê bike, çimkî yan wê hʼîlê wî ji yekî herʼe û yê dinê hʼiz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêrʼa, hin jî hebûkêrʼa xulamtîyê bikin». Gava fêrisîya ev hʼemû tişt bihîstin, qerfê xwe li Îsa dikirin, çimkî pʼerehʼiz bûn. Îsa wanrʼa got: «Hûn ew in yêd ku xwe ber meriva rʼast didine kʼifşê, lê Xwedê dilê we zane. Bizanibin ku ew tiştê nav merivada xweyîqedir e, ew li ber Xwedê hʼeram e. Zemanê Qanûn û pʼêxembera hʼeta Yûhʼenna kʼişand, ji wir şûnda Pʼadşatîya Xwedê tê dannasînkirinê û her kes diceʼdîne bi qewatê bikʼeve wir. Lê eʼrd û eʼzmanê hê rʼihʼet derbaz bin, ne ku ji Qanûnê noktek unda be. Kʼî ku jina xwe berʼde û yeke din bistîne, zinêkʼarîyê dike. Û kʼî ku ya mêrberʼdayî distîne, zinêkʼarîyê dike. Merivekî dewletî hebû, ku kʼincê rʼewş û nazik li xwe dikir û her rʼoj bi eşq-şa kʼêf dikir. Merivekî feqîr jî hebû, navê wî Lazar. Ew nava pʼizikêd pʼîsda ber derê yê dewletî kʼetî bû. Û çʼeʼvê wî bermayîyê sifra dewletîda dima, ku dixwest kurmê xwe pê bişkênanda. Se jî dihatin, birînêd wî dalastin. Rʼoj hat feqîr mir, milyakʼeta ew birine cem Birahîm. Yê dewletî jî mir, defin kirin. Gava yê dewletî dîyarê mirîyada cefa dikʼişand, serê xwe bilind kir, ji dûrva Birahîm dît û Lazar hʼemêzêda. Ewî deng dayê û gotê: ‹Bavê Birahîm, li min were rʼeʼmê. Lazar bişîne, ku serê tʼilîya xwe avêda ke bîne zarê min şil ke, çimkî ez kʼûra vî agirîda dişewitim›. Lê Birahîm gotê: ‹Lawo! Bîne bîra xwe, ku te qencîyêd pʼara xwe nav zemanê eʼmirê xweda standine, lê Lazar zelûlî kʼişandîye. Niha jî dilê wî li vir rʼihʼet e, lê tu nava cefada yî. Û pêştirî vê yekê jî, gelîkî bêbinî nava me û weda heye. Ne yê vir dikarin derbazî cem we bin, ne jî yê wir dikarin derbazî cem me bin›. Hingê ewî gotê: ‹Bavo, wekî usa ye, ez hîvî ji te dikim, tu ewî bişîne mala bavê min, çimkî pênc birayêd min jî hene, bira herʼe tʼemîyê bide wan, wekî ew jî neyêne vî cîyê cefa›. Lê Birahîm gotê: ‹Mûsa û pʼêxemberêd wan hene. Bira guhdarîya wan bikin›. Ewî jî got: ‹Na, bavê Birahîm, heger ji mirîya yek herʼe cem wan, wê ji gunekirinê vegerʼin›. Hingê Birahîm wîrʼa got: ‹Heger guhdarîya Mûsa û pʼêxembera nakin, yek ji mirîya rʼabe jî, dîsa ewana bawer nakin›». Îsa şagirtêd Xwerʼa got: «Nabe ku sebebîya jirʼêkʼetinê tʼunebe, lê wey li wî, ku bibe sebebê vê yekê. Wîrʼa hê qenc e, ku beraşek stûyê wîva bê girêdan û avîtinê nava beʼrê, ne ku ji vanêd biçʼûk yekî ji rʼê derxe. Haş ji xwe hebin! Heger birê te guna bike, lê hilê, heger ser kirina xwe pʼoşman be, wî bibaxşîne. Û heger nava rʼojêda hʼeft cara neheqîyê li te bike û vegerʼe, terʼa bêje: ‹Ez tʼobe dikim›, wî bibaxşîne». Şandîya Xudanrʼa got: «Bawerîya me zêde ke». Xudan got: «Heger bawerîya we weke hʼebeke tʼoximê xerdalê hebe û vê dara tʼûtêrʼa bêjin: ‹Ji vir rʼabe û beʼrêda daçʼike›, ewê ya we bike. Ji we kʼîjan e, ewê ku xulamekî wîyî cotkʼar yan şivan hebe, gava ew ji kʼewşên bê, wîrʼa bêje: ‹Bilezîne kʼerem ke ser sifrê›? Wê pêşîyê jêrʼa nebêje: ‹Şîva min hazir ke, pişta xwe girêde û berdestîyê minrʼa bike. Ez bixwim û vexwim, paşê jî tu bixwe û vexwe›? Gelo bona ew tiştêd ku xulêmrʼa hatine eʼmirkirinê û wî kirine, axayê wî wê jêrʼa bêje: ‹Zeʼf rʼazî me›? Usa jî hûn, gava ew hʼemû tiştêd ku werʼa hatine eʼmirkirinê bikin, bêjin: ‹Em xulamêd bêkêr in. Çi ku li me dikʼet, me ew kir›». Gava Îsa berbi Orşelîmê diçû, nava Sameryayê û Celîlêrʼa derbaz dibû. Çaxê Ew dikʼete gundekî, dehe merivêd kʼotî rʼastî Wî hatin dûr sekinîn û bi dengê bilind gotinê: «Îsayê mamosta, li me were rʼeʼmê». Û gava Îsa ew dîtin, wanrʼa got: «Herʼin xwe nîşanî kʼahîna kin». Û çaxê ew hê diçûn, paqij bûn. Lê gava ji wan yekî dît ku ew paqij bûye, paşda vegerʼîya, bi dengekî bilind şikirî dida Xwedê. Ewî xwe deverʼû avîte ber nigêd Îsa û rʼazîbûn dida Wî. Ew samerî bû. Hingê Îsa got: «Ne her dehe jî paqij bûn, lê kʼanê ne her nehêd din? Çima pêştirî evî merivê xerîb kesek ji wan venegerʼîya, ku bihata şikirî bida Xwedê?» Û wîrʼa got: «Rʼabe herʼe. Bawerîya te tu qenc kirî». Gava fêrisîya ji Îsa pirsî, Pʼadşatîya Xwedê wê kʼengê bê, Ewî li wan vegerʼand û got: «Pʼadşatîya Xwedê aşkere nayê. Ne jî wê bêjin: ‹Va ye vir e!› yan jî: ‹Wê dera han e!› Çimkî Pʼadşatîya Xwedê nava weda ye». Û şagirtêd Xwerʼa got: «Wê rʼojê bên, ku hûnê hʼizreta rʼojeke Kurʼê Mêriv bin, lê nabînin. Û heger werʼa bêjin: ‹Va ye vir e!› yan: ‹Dera han e!› pey nekʼevin neçin. Çimkî çawa birûsk ji alîkî eʼzmên birq dide û tʼemamîya eʼzmên rʼonayî dike, Kurʼê Mêriv jî wê rʼoja xweda usa be. Lê pêşîyê gerekê Ew gelekî cefa bikʼişîne û ji vî miletî bê tʼexsîrkirinê. Çawa rʼojêd Nuhda diqewimîn, usa jî wê rʼojêd Kurʼê Mêrivda biqewimin. Hingê dixwarin, vedixwarin, dizewicîn û mêr dikirin, hʼeta wê rʼoja ku Nuh kʼete gemîyê, lêyî rʼabû qirʼa hʼemûya anî. Û usa jî çawa rʼojêd Lûtda bûn, dixwarin, vedixwarin, dikʼirʼîn, difirotin, dirʼeşandin û çêdikirin. Lê ew rʼoja ku Lût ji Sodomê derkʼet, agir û kʼirkʼût ji eʼzmên barî, qirʼa hʼemûya anî. Ew rʼojê jî wê usa be, gava Kurʼê Mêriv kʼifş be. Wê rʼojê kʼî ser xênî ye û hebûka wî jî malda ye, bira jorda neyê, ku tiştekî hilde û ewê li kʼewşên e, bira paşda venegerʼe. Jina Lût bînine bîra xwe. Kʼî ku dixwaze eʼmirê xwe xilaz ke, wê unda ke, lê kʼî ku eʼmirê xwe unda ke, wê xilaz ke. Ez werʼa dibêjim, wê şevê heger du merî nivînekêda bin, yekê bê hildanê, yekê bê hiştinê. Û heger du kʼulfet ser destarʼekî bin, yekê bê hildanê û ya din bê hiştinê». Wana lê vegerʼand û gotin: «Xudan, evê li kʼîderê bibe?» Ewî ji wanrʼa got: «Beretʼe li kʼu hebe, teyrê jî li wir bicivin». Îsa meselek bona wê yekê şagirtarʼa got, wekî her gav dua bikin û aciz nebin û got: «Bajarekîda hʼakimek hebû, ew ne ji Xwedê ditirsîya û ne jî minet ji mêriv dikir. Wî bajarîda jinebîk jî hebû, her gav dihate cem wî û digot: ‹Heqîyê bike, min ji destê neyarê min xilaz ke›. Hʼakim gelek wext guh nedida wê, lê paşê xwexa xwerʼa got: ‹Ez ji Xwedê natirsim û ji mêriv jî minetê nakim, lê bona xatirê wê yekê, ku eva jinebîya tê zeʼmetê dide min, ezê heqîyê jêrʼa bikim, ku her gav neyê min aciz neke›». Û Xudan got: «Bibihên ku hʼakimê nerʼast çi got. Gelo Xwedê jî bijartîyêd Xwerʼa wê heqîyê neke, yêd ku şev û rʼoj hewara xwe Wî datînin? Yan Ewê caba wan derengî bêxe? Ez werʼa dibêjim, wê destxweda heqîyê bike. Lê gava Kurʼê Mêriv bê, gelo ser dinê wê bawerîyê bibîne?» Ev mesele jî wanrʼa got, yêd ku xwexa xweda guman bûn, yançîye ewe rʼast in û hʼemûyêd mayîn ber tiştekî hʼesab nedikirin. «Du merî hilkʼişîyane pʼaristgehê, ku dua bikin. Yek fêrisî bû, yek jî xercgir. Ewê fêrisî tʼenê sekinîbû xweda guman bi vî cûrʼeyî dua dikir: ‹Xwedêyê min, şikirdar im, ku ez ne mîna wan meriva me, yêd ku tʼalanîyê, neheqîyê, zinêkʼarîyê dikin û ne jî mîna vî xercgirî me. Lê ez hʼeftîyê du cara rʼojî digirim û dehekê ji hʼemû kʼara xwe jî didim›. Lê ewî xercgir dûr sekinîbû, rʼûyê wî nedigirt li eʼzmên jî binihêrʼîya, sîngê xwe dixist û digot: ‹Xwedê, li min gunekʼarî were rʼeʼmê›. Ez werʼa dibêjim, ku ev xercgira rʼasthʼesabbûyî çû mala xwe, ne ku yê din. Awa her kesê ku xwe bilind ke, wê nimiz be, lê kʼî ku xwe nimiz ke, wê bilind be». Tʼifal jî anîne cem Îsa, ku destê Xwe dayne ser wan. Gava şagirta ev yek dît, li yêd danîn hilatin. Lê Îsa gazî zarʼoka kir û got: «Bira ew zarʼok bêne cem Min, pêşîya wan negirin, çimkî Pʼadşatîya Xwedê pʼara yêd aha ye. Ez werʼa rʼast dibêjim, kʼî Pʼadşatîya Xwedê mîna zarʼokekê qebûl neke, ew tʼu car nakʼeve nava wê». Serwêrekî ji Wî pirsî û got: «Dersdarê qenc, ez çi bikim, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê war bim?» Îsa wîrʼa got: «Tu çima Minrʼa dibêjî qenc? Qenc tʼenê Xwedê ye, pêştirî Wî kesekî din tʼune. Tu tʼemîya zanî: ‹Zinêkʼarîyê neke, nekuje, nedize, şeʼdetîya derew nede, qedirê dê û bavê xwe bigire› ». Ewî jî got: «Ev hʼemû jî min ji cahiltîya xweda xwey kirine». Gava Îsa ev yek bihîst, wîrʼa got: «Tiştekî te hê kêm e, her tiştê xwe bifiroşe, belayî feqîra ke, hingê xizna te wê li eʼzmana hebe. Û pey Min were». Gava ewî ev yek bihîst, eşqa wî şkest, çimkî gelekî dewletî bû. Îsa dît ku beşera wî nexweş e, got: «Çiqasî zeʼmet e bona yêd xweyîhebûk ku bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê. Deve wê qula derzîyêrʼa hê rʼihʼet derbaz be, ne ku dewletî bikʼeve Pʼadşatîya Xwedê». Ewêd ku dibihîstin, gotin: «Îdî kʼî dikare xilaz be?» Û Îsa got: «Ew tiştê ku ji destê mêriv nayê, Xwedê dikare bike». Petrûs got: «Awa me her tiştêd xwe hiştine û pey Te hatine». Ewî wanrʼa got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, her kesê ku bona Pʼadşatîya Xwedê mal, yan jin û zarʼ, yan xûşk û bira, yan dê û bav hiştibe, wê vê dinê hê zêde bistîne û dinya dinda jî jîyîna hʼeta-hʼetayê». Ewî her donzdeh dane alîkî û wanrʼa got: «Bibihên! Em hevraz diçine Orşelîmê û hʼemû tiştêd ku bi destê pʼêxembera bona Kurʼê Mêriv hatine nivîsarê, wê bêne sêrî. Ewê bikʼeve destê necihûya, wê qerfê xwe lê bikin, bêhurmet kin, tʼûkinê, bidine ber qamçîya, Wî bikujin. Û rʼoja sisîya wê ji mirinê rʼabe». Şagirta tʼu tişt ji van xebera feʼm nekirin. Ev yek ji wan veşartî bû û ev gotin serê wanda rʼûnedinişt. Gava Ew nêzîkî Erîhayê bû, yekî kor li ser rʼê rʼûniştî pʼars dikir. Û gava bihîst ku eʼlalet ber wîrʼa derbaz dibe, pirsî: «Ev çi hʼewal e?» Wîrʼa gotin: «Îsayê Nisretê derbaz dibe». Hingê ewî kire qîrʼîn û got: «Îsa, Kurʼê Dawid, li min were rʼeʼmê!» Û yê ku pêşîyê diçûn, li wî hilatin, ku dengê xwe bibirʼe, lê ewî hê dikire qîrʼîn: «Kurʼê Dawid, li min were rʼeʼmê!» Îsa cîda sekinî û eʼmir kir, ku ewî bînine cem Wî. Û gava kor nêzîkî Wî bû, ji wî pirsî û got: «Tu çi ji Min dixwazî ku Ez bona te bikim?» Ewî got: «Xudan, dixwazim çʼeʼvêd min bibînin». Û Îsa wîrʼa got: «Bira bibînin, bawerîya te tu qenc kirî!» Û destxweda çʼeʼvêd wî dîtin, da pey Îsa çû û şikirî dida Xwedê. Tʼemamîya wê cimeʼtê ku ev yek dît, pesinê Xwedê didan. Îsa kʼete Erîhayê û wêrʼa derbaz dibû. Li wir merivekî dewletî hebû, serwêrê xercgira, navê wî Zexayo. Ewî dikir ku Îsa bidîta kʼa Ew kʼî ye, lê dest eʼlaletê nikaribû bidîta, çimkî bejinêda kin bû. Ew pêşda bezî rʼabû ser dareke hêjîrêye stirîn, wekî Îsa bibîne, çimkî Ewê hema li wirrʼa derbaz bibûya. Û çaxê Îsa hate wî cîyî, li jor nihêrʼî û gote wî: «Zexayo! Zû bike ji wir were xwarê, çimkî Ez gerekê îro mala teda bimînim». Zexayo lezand jorda hate xwarê û bi eşq-şa Ew qebûl kir. Hʼemûyêd ku ev yek dîtin, bîna xwe teng dikirin û digotin: «Ew bû mêvanê merivekî gunekʼar». Lê Zexayo pêş hʼemûyava sekinî û gote Xudan: «Xudan, ez va nîvê hebûka xwe didime feqîra û min neheqî kʼê jî kiribe, ezê çar car lê vegerʼînim». Îsa wîrʼa got: «Îro ev mal xilaz bû, çimkî eva jî zarʼa Birahîm e. Bona vê yekê Kurʼê Mêriv hat, wekî li yêd undabûyî bigerʼe û xilaz ke». Û wana hê ev tişt dibihîstin, Îsa meseleke din jî anî ser wê yekê, ku Ew nêzîkî Orşelîmê dibû û wana tʼirê Pʼadşatîya Xwedê wê zûtirekê kʼifş be. Ewî got: «Merivekî eʼsilzade çû welatekî dûr, ku pʼadşatîya xwe bistîne û vegerʼe. Gazî dehe xulamêd xwe kir, dehe zêrʼ dane wan û got: ‹Van bidine xebatê, hʼeta ku ez vegerʼim›. Lê bajarvana kʼîna wî girtibû, qasid li pey wî şandin û gotin: ‹Em naxwazin ew pʼadşatîyê li ser me bike›. Û gava ewî pʼadşatîya xwe stand vegerʼîya, gazî wan xulama kir, kʼîjanêd ku ewî pʼere dabûne wan, wekî bizanibe kʼa her yekî çiqas kirîye kʼar. Yê pêşin hat û gotê: ‹Ez xulam, zêrʼekî te dehe zêrʼ kire kʼar›. Axayê wî jêrʼa got: ‹Eʼferim, xulamê qenc! Tu nava wî tiştê hindikîda amin mayî, serwêrtîyê dehe bajara bike›. Yê duda jî hat û got: ‹Ez xulam, zêrʼekî te pênc zêrʼ kire kʼar›. Axayê wî jêrʼa got: ‹Tu jî ser pênc bajara be›. Paşê yekî din hat û got: ‹Ez xulam, va ye zêrʼê te, min destmalêda pʼêçʼayî hildabû. Çimkî ez ji te ditirsîyam, min zanibû tu merivekî hʼişk î, çi ku te danenîye, hildidî û çi ku te neçandîye, didirûyî›. Û wî jêrʼa got: ‹Ezê hema bi devê te dîwana te bikim, xulamê xirab! Heger te zanibû ku ez merivekî hʼişk im, çi ku min danenîye, hildidim û çi ku neçandîye, didirûm, te çima pʼerê min neda kʼarkira, ku ez bihatama min bi selef bistanda?› Û hazirarʼa got: ‹Wî zêrʼî ji wî bistînin û bidine ewê ku dehe zêrʼêd wî hene›. Wîrʼa gotin: ‹Xudan, dehe zêrʼêd wî hene›. Ewî got: ‹Ez werʼa dibêjim, yê kʼê ku heye, wîrʼa wê bê dayînê, lê yê kʼê ku tʼune, çi heye jî wê jê bê standinê. Lê belê wan neyarêd min jî, kʼîjana nedixwest ez pʼadşatîyê li ser wan bikim, bînine vir, ber çʼeʼvê min wan bikujin›». Îsa pey vê xeberdanêrʼa pêşda çû, wekî hevraz herʼe Orşelîmê. Û gava nêzîkî gundêd Beytfacê û Beytanyayê bû, wî cîyê ku jêrʼa digotin çʼîyayê Zeytʼûnê, hingê du şagirtêd Xwe şandin û got: «Herʼine wî gundê pêşberî xwe, gava hûn bikʼevinê, hûnê ceʼşikeke girêdayî bibînin ku hê kesek lê sîyar nebûye. Ewê vekin û bînin. Heger yek ji we bipirse: ‹Hûn çima wê vedikin?› bêjin, ku Xudanrʼa lazim e». Ewêd şandî çûn, çawa ku wanrʼa hatibû gotinê, usa jî dîtin. Û wana hê ceʼşik vedikir, xweyêd wê wanrʼa gotin: «Hûn çima vê ceʼşikê vedikin?» Şagirta got: «Xudanrʼa lazim e». Û ew anîne cem Îsa, kʼincêd xwe avîtine ser wê û Îsa lê sîyar kirin. Gava diçû, cimeʼtê kʼincêd xwe ser rʼê rʼadixistin. Û gava Ew nêzîkî pʼêberjêrê çʼîyayê Zeytʼûnê bû, tʼemamîya kʼoma şagirta destpêkirin şa dibûn û bi dengê bilind bona hʼemû kʼeremetêd ku dîtibûn şikirî didane Xwedê û digotin: «Bimbarek e ew Pʼadşayê ku bi navê Xudan tê! Eʼdilayî li eʼzmên û şikirî li Yê Herî Jorin!» Lê ji nav eʼlaletê çend fêrisîya Îsarʼa got: «Dersdar, li şagirtêd Xwe hilê». Ewî li wan vegerʼand û got: «Ez werʼa dibêjim, heger evana dengê xwe bibirʼin, kevirê bikine qîrʼîn». Û gava nêzîkî Orşelîmê bû, li bajêr nihêrʼî, serda girîya û got: «Xwezî te hema îro bizanibûya eʼdilayîya te çiva girêdayî ye! Lê niha ji ber çʼeʼvê te hate veşartinê. Wê rʼoj ser teda bên, ku dijminêd teyê dora te çeperʼê girêdin û ji her alîyava hʼicûmî ser te kin. Wê te û zarʼêd te nava teda bikin ax-xwelî û kevir li ser kevir nahêlin. Çimkî wextê ku Xwedê serîk da te, tu xwe nehʼesîyayî». Û kʼete pʼaristgehê, destpêkir yêd ku difirotin derxistin û wanrʼa got: «Nivîsar e: ‹Mala Min wê mala dua be›. Lê we ew kirîye ‹şkefta qaçaxa› ». Û her rʼoj pʼaristgehêda hîn dikir, lê serekêd kʼahîna, qanûnzan û giregirêd cimeʼtê pey kʼetibûn, ku çawa Wî bikujin. Lê nikaribûn tiştek bikirana, çimkî tʼemamîya cimeʼtê Wîva girêdayî bû û guhdarîya Wî dikir. Û rʼojeke ji wan rʼojada, gava Ewî pʼaristgehêda xelq hîn dikir û Mizgînî dida, serekêd kʼahîna û qanûnzan tʼevî rʼûspîya hatine cem Wî û gotin: «Bêje me, Tu bi çi hʼukumî van kira dikî? Kʼê ev hʼukum daye Te?» Ewî li wan vegerʼand û got: «Ez jî tiştekî ji we bipirsim û hûn Minrʼa bêjin: Hʼukumê nixumandina Yûhʼenna ji eʼzmên bû yan ji meriva?» Ewana nav hevda şêwirîn û gotin: «Heger em bêjin: ‹Ji eʼzmên bû›, Ewê bêje: ‹Lê we çima ew bawer nekir?› Lê heger em bêjin: ‹Ji meriva bû›, tʼemamîya cimeʼtê wê me bide ber kevira, çimkî ew eʼseyî bawer dikin, ku Yûhʼenna pʼêxember bû». Wana caba Wî da û gotin: «Em nizanin ji kʼu bû». Îsa wanrʼa got: «Ez jî werʼa nabêjim, ku bi çi hʼukumî van kira dikim». Û Îsa destpêkir ev mesele cimeʼtêrʼa got: «Merivekî rʼezê tirîya danî û ew bi kʼirê da rʼezvana, wextekî dirêj çû welatekî din. Û wextda xulamek şande cem rʼezvana, wekî ji wî rʼezî berê pʼara wî wîrʼa bişînin, lê rʼezvana xulamê wî kʼuta û destvala verʼêkirin. Axê xulamekî din jî şand, wana ew jî kʼuta, ew rʼobet kirin û destvala verʼêkirin. Yê sisîya jî şand, vana eva jî birîndar kir û ji rʼez derxistin. Xweyê rʼez got: ‹Ez çi bikim? Kurʼê xweyî delal bişînim, hilbet wê ji wî şerm bikin›. Lê gava rʼezvan çʼeʼv wî kʼetin, li hev şêwirîn û gotin: ‹Ev warê wî ye! Werin em wî bikujin, ku mîratʼa wî merʼa bimîne›. Û ew ji rʼez derxistine der û kuştin. Awa xweyê rʼez wê çi bîne serê wan? Ne ewê bê qirʼa wan rʼezvana bîne û rʼez bide hinekêd din». Gava ev yek bihîstin, gotin: «Xwedê neke». Û Îsa li wan nihêrʼî û got: «Lê ew çi ye, ku nivîsar e? ‹Ew kevirê ku hosta tʼexsîr kir, ew bû serê eʼnîşkê›. Her kesê ku bikʼeve ser wî kevirî, wê hûrdexweşî be û ew kevir bikʼeve ser kʼê, wê wî bihʼincirʼîne». Serekêd kʼahîna û qanûnzana wê demê kirin ku Wî bigirin, çimkî feʼm kirin, ku Ewî ev mesele anî ser wan, lê ji cimeʼtê tirsîyan. Û çʼeʼvêd wan li Îsa bûn, çend merivêd ceʼsûs şandin, ku bi durʼûtî xwe dewsa rʼasta danîbûn, wekî Wî bi xebera bigirin û bidine destê hʼukumetê û dîwana welî. Wana ji Wî pirsî û gotinê: «Dersdar, em zanin ku Tu rʼast xeber didî û hîn dikî, nav merivada firqîyê jî danaynî, lê rʼîya Xwedê rʼast hîn dikî. Gelo rʼast e ku em xerc bidine Qeyser yan na?» Ewî ku fêlbazîya wan zanibû wanarʼa got: «Zîvekî nîşanî Min kin. Ev navê nivîsar û sifet yê kʼê ye ser?» Wana got: «Yêd Qeyser in». Ewî wanrʼa got: «Wekî usa ye, çi ku yêd Qeyser in, bidine Qeyser û çi yêd Xwedê ne bidine Xwedê». Û nikaribûn ber cimeʼtê nava xebera Wîda Ew bigirtana, ser cabdayîna Wî zendegirtî dengê xwe birʼîn. Sadûqî, ku dibêjin rʼabûna mirîya tʼune, hineke ji wan hatine cem Wî ji Wî pirsîn û gotin: «Dersdar, Mûsa merʼa nivîsîye: ‹Heger birê yekî bizewice û bêzurʼet bimire, bira birê wî jina wî bistîne û warê birê xwe şîn ke›. Awa hʼeft bira hebûn. Birê mezin jinek stand, bêzurʼet mir. Peyrʼa yê duda û paşê yê sisîya ew jin stand, heyneser wan her hʼefta jî ew jin stand û zarʼ pey wan nekʼetin, mirin. Pey gişkarʼa ew kʼulfeta jî mir. De îjar wê Rʼoja Rʼabûna mirîya ew kʼulfetê bibe jina kʼîjanî? Çimkî her hʼefta jî ew standibû». Îsa li wan vegerʼand û got: «Merivê vê dinê dizewicin û mêr dikin. Lê ewêd ku hêjayî wê dinê bin û bigihîjine rʼabûna mirîya, ne wê bizewicin û ne jî mêr kin. Ewê îdî nikaribin bimirin, ew weke milyakʼeta ne. Ew zarʼêd Xwedê ne, çimkî pʼara rʼabûna mirîya ne. Lê bona rʼabûna mirîya, Mûsa jî daye kʼifşê. Ew serhatîya dara dirʼîyêda bona Xudan dibêje: ‹Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq, Xwedêyê Aqûb›. Awa Xwedê ne Xwedêyê mirîya ye, lê yê zêndîya ye, çimkî bona Wî hʼemû jî sax in». Ji qanûnzana hineka lê vegerʼand û gotinê: «Dersdar, Te qenc got». Û îdî kesekî newêribû ku tiştekî jî ji Wî bipirse. Û Îsa wanarʼa got: «Çawa dibêjin ku Mesîh kurʼê Dawid e? Dawid xwexa kʼitêba Zebûrada dibêje: ‹Xudan gote Xudanê min: Li milê Minî rʼastê rʼûnê, hʼeta ku dijminêd Te bikime binê pʼîyêd Te›. Awa heger Dawid Wî ‹Xudan› hʼesab dike, îdî Ew çawa dibe kurʼê Dawid?» Hê tʼemamîya cimeʼtê guhdarî dikir, Ewî şagirtêd Xwerʼa got: «Hʼevza xwe ji wan qanûnzana bikin, yêd ku hʼiz dikin bi çuxêd dirêj bigerʼin, bazarada silavê bidine wan, kʼinîştada kʼursîyêd pêşin bigirin û şayîyada jî herema jorin rʼûnên. Evana alîkîva malêd jinebîya hʼûfî xwe dikin, alîyê dinva jî bona xwekʼifşkirinê duayê xwe dirêj dikin. Dîwana wanê hê giran be». Îsa dîna Xwe dayê û dît ku dewletîya hʼedîyêd xwe davîtine pʼeredanga pʼaristgehê. Ewî belengazeke jinebî jî dît ku du pol avîte wir û Îsa got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, ku evê jinebîya belengaz ji van hʼemûya zeʼftir avîtê. Çimkî wan hʼemûya ji bermayîyêd xwe avîtine nava hʼedîya, lê evê vê belengazîya xweda hʼemû tiştê ku wê pê eʼbûrê xwe bikira avîtê». Û çaxê hineka bona pʼaristgehê digotin, ku bi kevirê bedew û pʼêşkʼêşa hatîye xemilandinê, Ewî got: «Van hʼemû tiştêd ku hûn dibînin, rʼojê bên kevirê li ser kevir nemîne, hʼemûyê jî wêran bin!» Û ji Wî pirsîn gotinê: «Dersdar, ev tişt wê kʼengê biqewimin? Û çi nîşanê bibe, gava ev yek biqewimin?» Ewî got: «Haş ji xwe hebin, ku hûn neyêne xapandinê, çimkî gelek wê pê navê Min bên û bêjin: ‹Ez im Mesîh› û: ‹Ew wext nêzîk e›, pey wan neçin. Gava hûn bona şerʼ û deʼwa bibihên, netirsin, çimkî gerekê pêşîyê ev tişt biqewimin, lê axirîya dinê ne hingê ye». Hingê wanrʼa got: «Miletê rʼabe li ser milet, pʼadşatî li ser pʼadşatîya, cî-cîya eʼrdhʼejêd mezin, xelayî-celayê û mîna nexweşîya hʼal wê bibin, li eʼzmên jî tiştêd xof û tirs û nîşanêd mezin wê biqewimin. Lê berî van hʼemû tişta, wê dest bavêjine we, we bizêrînin, bibine ber dîwana kʼinîşta û bikine kela. Bona navê Min wê we bibine ber pʼadşa û welîya. Evê werʼa bibe meʼnî, ku hûn bona Min şeʼdetîyê bidin. Û awa vê yekê bikine bîra xwe, ku pêşda xem nekin hûnê çi caba xwe bidin. Çimkî Ezê zar-ziman û serwaxtîyê bidime we, ku dijminêd weyê nikaribin li ber we xeber din yan bisekinin. Dê û bavêd we, bira-pismam û dostêd we wê we bidine girtinê û ji we hineka jî wê bikujin. Bona navê Min hûnê ber çʼeʼvê hʼemûya rʼeş bin. Lê tʼu mûkê ji serê we kêm nebe. Bi sebira xwe hûnê rʼuhʼê xwe xilaz kin. Lê gava hûn bibînin ku ordîya dora Orşelîmê girtîye, hingê bizanibin ku wêranbûna wê nêzîk e. Hingê ewêd ku Cihûstanêda ne, bira birʼevine çʼîya û ewêd ku Orşelîmêda ne, bira derên, ewêd kʼewşênda ne, bira nekʼevine bajêr. Çimkî ew rʼoj, rʼojêd hʼeyfhildanê ne, wekî her çi ku hatîye nivîsarê bê sêrî. Lê wey li hʼemla û destdergûşa wan rʼojada, çimkî tengasîke mezin wê bê serê dinê û xezeb evê cimeʼtêrʼa. Ewê bi devê şûr bikʼevin û nav hʼemû miletada hêsîr bêne birinê. Orşelîmê jî ber pʼîyêd miletêd pʼûtpʼarist herʼe, hʼeta ku wextê wan mileta xilaz be. Û ser rʼoyê, hîvê û steyrka nîşanê bibin. Li ser dinê jî miletê ji dest dengê xuşînîya pêlêd beʼrê bibizdin û xwe unda kin. Dilê meriva jî ji tirsa wê bisekine, bona ew tiştêd ku wê bêne serê tʼemamîya dinê, çimkî tʼopêd eʼzmana wê ji rʼîyêd xwe derên. Û hingê wê bibînin ku ‹Kurʼê Mêriv eʼwrava bi qewat û rʼûmeta mezin tê›. Gava ev tişt destpêbibin, hûn rʼabin serê xwe bilind kin, çimkî azabûna we îdî nêzîk e». Û meselek wanrʼa got: «Hûn dîna xwe bidine dara hêjîrê û hʼemû dara. Gava dibişkivin, hûn bi wê yekê zanin ku havîn nêzîk e. Usa jî gava hûn bibînin ku ev yek diqewimin, bizanibin ku Pʼadşatîya Xwedê nêzîk e. Ez rʼast werʼa dibêjim, ku eva nisila derbaz nabe, hʼeta ku ev hʼemû tişt neqewimin. Eʼrd û eʼzmanê derbaz bin, lê gotinêd Min tʼu car derbaz nabin. Miqatî xwe bin, nebe ku dilê we pʼirʼxurîyê, serxweşîyê û xemêd vê dinyayêva girêdayî be, nişkêva ew Rʼoj ser weda bê. Çimkî ew rʼojê mîna tʼelê bê serê hʼemû merivêd li ser dinê. Hʼişyar bimînin û her gav dua bikin, wekî hûn bikaribin ji wan hʼemû tiştêd ku wê biqewimin birʼevin-xilaz bin û li ber Kurʼê Mêriv rʼûspî bisekinin». Îsa rʼojê pʼaristgehêda hîn dikir, lê şevê diçû serê wî çʼîyayî dima, ku jêrʼa digotin çʼîyayê Zeytʼûnê. Û tʼemamîya cimeʼtê sibehê zû diçû pʼaristgehê cem Wî, ku xeberêd Wî bibihên. Cejina Nanê Şkeva nêzîk bû, ya ku jêrʼa Cejina Derbazbûnê dibêjin. Serekêd kʼahîna û qanûnzana mecalekê digerʼîyan ku Wî bikujin, çimkî ji cimeʼtê ditirsîyan. Hingê mîrêcin kʼete qelpê dilê Cihûdayê ku Îsxeryotî dihate gotinê, ew yek ji wan her donzdeha bû. Eva rʼabû çû tʼevî serekêd kʼahîna û serwêrêd nobedarêd pʼaristgehê, wanrʼa xeber da, wekî Îsa bide destê wan. Evana şa bûn û wîrʼa qayl bûn, ku pʼera bidine wî. Cihûda rʼazî bû û hilda ser xwe, ku mecalê bibîne Ewî bi dizî cimeʼtêva bide destê wan. Rʼoja Cejina Nanê Şkeva hat, ku eʼdet bû berxê qurbana Cejina Derbazbûnê bihata serjêkirinê. Îsa Petrûs û Yûhʼenna şandin û got: «Herʼin Şîva Cejina Derbazbûnê merʼa hazir kin, wekî em bixwin». Wana jê pirsî: «Tu li kʼu dixwazî ku em hazir kin?» Ewî jî wanarʼa got: «Gava ku hûn bikʼevine bajêr, va merivekê rʼastî we bê, cêrʼê avê li ser mila. Pey wî herʼine wê mala ku ew diçê, û xweyê malêrʼa bêjin: ‹Dersdar terʼa dibêje: Kʼanê ew oda mêvana, ya ku Ezê têda tʼevî şagirtêd Xwe şîva Cejina Derbazbûnê bixwim?› Hingê ewê li qatê jorin odeke mezine hevdayî nîşanî we ke û wir jî hûn hazir kin». Ewana çûn, çawa ku wanarʼa gotibû usa jî dîtin û şîva Cejina Derbazbûnê hazir kirin. Û gava wext pêrʼa gihîşt, Ew bi tʼevî şandîya li ser sifrê rʼûnişt û wanrʼa got: «Ez gelekî hʼizreta vê Şîva Cejina Derbazbûnê bûm, ku Min tʼevî we berî cefê Xwe bixwara. Çimkî Ez werʼa dibêjim, Ez îdî ji vê tʼu car naxwim, hʼeta ku Pʼadşatîya Xwedêda bibe». Û kʼas hilda, şikirîya Xwe ji Xwedê anî û got: «Hildin evê û nav xweda bela kin. Ez werʼa dibêjim, wekî Ez îdî tʼu car ji meya tirîyê venaxwim, hʼeta ku Pʼadşatîya Xwedê bê». Û nan hilda şikirî da, kerkir da wan û got: «Eva bedena Min e, ku bona we tê dayînê. Vê yekê bona bîranîna Min bikin». Usa jî kʼas pey şîvêrʼa hilda û got: «Eva kʼasa peymana nû ye, pê xûna Min girêdayî, ku bona we tê rʼêtinê. Lê va destê yê ku nemamîya Min bike, li ser vê sifrê tʼevî Min e. Rʼast Kurʼê Mêriv wê usa herʼe, çawa ku bona Wî nivîsar e, lê wey li wî merivî, ku wê nemamîya Kurʼê Mêriv bike». Û wana destpêkir nav hevda ji hev pirsîn: «Gelo kʼî ye ewî nav meda, ku vê yekê wê bike?» Û nav wanda deʼw pêşda hat, ku ji nav wanda kʼîjan wê yê herî mezin bê hʼesabê. Îsa wanrʼa got: «Pʼadşayêd mileta cimeʼta xwe bindest dikin û ewêd ser wan hʼukum dikin xêrxwazêd wan têne gotinê. Lê hûn usa nebin, yê nav wedayî herî mezin, bira bibe mîna yê herî biçʼûk û bira yê serwêrtîyê dike jî bibe mîna yê xulamtîyê dike. Niha kʼî ye mezin, yê li sifrê rʼûniştî yan berdestî? Ne yê li sifrê rʼûniştî? Û Ez nava weda mîna berdestîkî me. Hûn in, yêd ku nava cêrʼibandinêd Minda hʼeta niha tʼevî Min mane. Û Ezê Pʼadşatîyê bidime we, çawa Bavê Min ew da Min, wekî hûn Pʼadşatîya Minda ji sifra Min bixwin û vexwin û ser kʼursîya rʼûnên, dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin. Şimhʼûn! Şimhʼûn! Va ye mîrêcin xwest wekî we mîna genim bêjingê xe. Lê Min bona te dua kir, wekî bawerîya te kêm nebe û gava tu vegerʼî, dil bidî ber birayêd xwe». Û Petrûs Wîrʼa got: «Xudan, ez hazir im tʼevî Te bême girtinê û kuştinê jî». Îsa wîrʼa got: «Petrûs! Ez terʼa dibêjim, îro hê berî bangdana dîk, tê sê cara bêjî, wekî tu Min nas nakî». Û Îsa wanrʼa got: «Gava Min hûn bê kʼîsik, tûrik û çarix şandin, hûn hʼewcê tiştekî bûn?» Wana got: «Na». Hingê got: «Lê niha kʼîsikê kʼê heye bira hilde û usa jî tûrik. Û yê ku bê şûr e, bira kʼincê xwe bifiroşe û xwerʼa şûrekî bikʼirʼe. Lê Ez werʼa dibêjim, ku gerekê eva nivîsara ser Min bê sêrî, ku: ‹Ew tʼevî nerʼasta hate hʼesabê›. Û çi ku bona Min nivîsar e, ser qewimandinê ye». Şagirta Wîrʼa got: «Xudan, va ne vira du şûr hene». Ewî wanrʼa got: «Bes e». Û Îsa li gora eʼdetê Xwe rʼabû çû çʼîyayê Zeytʼûnê, şagirtêd Wî jî li pey çûn. Û gava gihîşte cî, wanrʼa got: «Dua bikin, ku hûn nekʼevine nava cêrʼibandinê». Û Xwexa qasî keviravîtinekê ji wan dûr kʼet, çok da dua kir û got: «Bavo, heger eʼmirê Te ye, evê kʼasê ji Min dûr xe. Lê bira xwestina Te be, ne ku ya Min». Û ji eʼzmên milyakʼetek Wîva xuya bû û Ew qewat kir. Ewî nava cefê giranda, hê bi dilê kʼel dua dikir. Xûdana Wî mîna dilopêd xûnêye gir dirʼijîyane eʼrdê. Û ji dua rʼabû, hate cem şagirtêd Xwe, ewana kʼerba kʼederê rʼazayî dîtin. Û wanrʼa got: «Hûn çima rʼadizên? Rʼabin dua bikin, ku nekʼevine nava cêrʼibandinê». Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼlaletekê ser Wîda girt û yekî ji her donzdeha, navê wî Cihûda, pêşîya wan kʼetibû û nêzîkî Wî bû ku Wî rʼamûse. Îsa wîrʼa got: «Cihûda! Tu bi rʼamûsanê Kurʼê Mêriv didî destê wan?» Gava ewêd tʼevî Wî dîtin ku wê çi biqewime, Wîrʼa gotin: «Xudan, em bi şûr li wan xin?» Û ji wan yekî bi şûr li xulamê serekkʼahîn xist û guhê wîyî rʼastê pekand. Hingê Îsa got: «Bes e, bihêlin». Û dest da guhê wî, qenc kir. Paşê Îsa gote serekêd kʼahîna, serwêrêd nobedarêd pʼaristgehê û rʼûspîyêd ku hatibûne ser Wî: «Tê bêjî hûn bi şûr û dara hatine pêşîya qaçaxekî? Ne Ez her gav tʼevî we pʼaristgehêda bûm, we destê xwe ne dida Min. Lê niha wextê we ye û hʼukumê teʼrîstanîyê ye». Û Ew girtin, birin kirine mala serekkʼahîn. Petrûs jî dûrva pʼê-pʼê li pey Wî diçû. Gava wana goveka hʼewşêda agir vêxist û dorê rʼûniştin, Petrûs jî li wir tʼevî wan rʼûnişt. Û carîkê ew li ber agir rʼûniştî dît, li wî nihêrʼî û got: «Eva jî tʼevî Wî bû». Lê Petrûs înkʼar kir û gotê: «Ez Wî nas nakim, eʼvdê!» Xêlekê şûnda yekî din ew dît û got: «Tu jî ji wan î». Petrûs wîrʼa got: «Pismam, ez ne ji wan im». Û weke sihʼetekê jî derbaz bû, yekî din jî dida zora xwe û digotê: «Hebe-tʼunebe eva meriva tʼevî Wî bû, çimkî ji Celîlê ye». Lê Petrûs got: «Filan kes! Ez nizanim tu çi dibêjî». Û xeber hê dêvda bû, destxweda dîk bang da. Xudan ser Petrûsda vegerʼîya li wî nihêrʼî, hingê Petrûs gotina Xudan anî bîra xwe, ku wîrʼa gotibû: «Îro hê berî bangdana dîk, tê sê cara Min înkʼar kî». Û Petrûs derkʼete derva kʼele-kʼel girîya. Û ewêd ku nobedarî li Îsa dikirin, qerfê xwe li Wî dikirin, dikʼutan. Çʼeʼvêd Wî girêdan û ji Wî dipirsîn, digotin: «De pʼêxembertîyê bike, kʼa kʼî bû ku Te xist?» Û bi gelek gotinêd mayîn jî Ew bêhurmet dikirin. Û gava sibeh zelal bû, kʼoma rʼûspîyêd cimeʼtê, serekêd kʼahîna û qanûnzana civîyan. Îsa kʼaşî dîwanxana xwe kirin û gotinê: «Heger Tu yî Mesîh, merʼa bêje?» Îsa wanrʼa got: «Heger Ez werʼa bêjim jî, yek e hûn dîsa bawer nakin. Û heger pirsekê jî bidime we, hûnê dîsa caba Min nadin. Ji vir şûnda Kurʼê Mêriv wê li kʼêleka Xwedêyê Herî Zor, li milê Wîyî rʼastê rʼûnê». Û hʼemûya bi hevrʼa got: «Wekî usa ye Tu Kurʼê Xwedê yî?» Ewî wanrʼa got: «Hûn xwexa dibêjin ku Ez Ew im». Û wana got: «Îdî şeʼde çî merʼa ne? Me xwexa ji devê Wî bihîst». Û tʼemamîya eʼlaleta wan rʼabû, Îsa birine cem Pîlato. Û dest bi xeybê kirin gotin: «Me Ev meriva dît ku miletê me dixalifîne û ne jî dihêle ku xerc bidine Qeyser. Bona Xwe jî dibêje: ‹Ez Mesîh Pʼadşa me›». Pîlato ji Wî pirsî û gotê: «Tu yî pʼadşê cihûya?» Ewî lê vegerʼand û gotê: «Te bi devê xwe got». Pîlato serekêd kʼahîna û eʼlaletêrʼa got: «Ez tʼu neheqîyê Vî merivîda nabînim». Lê ewana ser ya xwe man û gotin: «Evî merivî nava tʼemamîya Cihûstanê, ji Celîlê destpêkirî hʼeta vira, cimeʼt bi hînkirina Xweva tʼevîhev kirîye». Gava Pîlato bona Celîlê bihîst, pirsî: «Ev meriva ji Celîlê ye?» Gava pê hʼesîya, ku Ew bin hʼukumê Hêrodesda ye, Ew şande cem Hêrodes, ku ew jî wan rʼojada hatibû Orşelîmê. Gava Hêrodes çʼeʼv Îsa kʼet, gelekî şa bû. Ewî hê zûva dixwest ku Ew bidîta, çimkî ewî gelek tişt bona Wî bihîstibûn û hʼizreta Wî bû, ku kʼeremetekê bi destê Wî bibîne. Hêrodes gelek pirs dane Wî, lê Îsa caba tʼu pirsê neda. Serekêd kʼahîna û qanûnzana jî sekinîbûn û gelekî davîtine Wî. Hêrodes jî bi eskerêd xweva Ew bêqedir kir, pê kʼenîyan, paşê kʼincê rʼewş da lê kirinê, dîsa paşda şande cem Pîlato. Wê rʼojê Pîlato û Hêrodes li hev hatin, çimkî pêşîyê nava wanda dijminatî hebû. Pîlato gazî serekêd kʼahîna, serwêra û cimeʼtê kir, wanrʼa got: «We Ev meriva anî cem min, çawa Yekî cimeʼtê dixalifîne. Awa min li ber we her tişt ji Wî pirsî, lê ji wan xirabîyêd ku hûn gilî dikin, min tʼu tişt li ser Vî merivî nedît. Û ne jî Hêrodes dît, lema jî wî Ew li ser meda vegerʼand. Evî tiştekî usa nekirîye ku bê kuştinê. Ezê Wî bidime ber qamçîya û berʼdim». Lê tʼemamîya eʼlaletê bi hevrʼa kire qîrʼîn û got: «Wî li rʼûbarî dinê nehêle! Barabas bona me berʼde!» Barabas yekî bona serhildanê û mêrkuştina bajêrda bûyî hatibû girtinê. Pîlato dîsa destpêkir xeber da, çimkî wî dixwest ku Îsa bida berʼdanê. Lê wana hê dikire qîrʼîn û digot: «Xaç ke! Ewî xaç ke!» Ewî cara sisîya wanrʼa got: «Evî çi xirabî kirîye? Min li ser Vî neheqî nedît ku Ew bê kuştinê. Ez Wî bidime ber qamçîya û berʼdim». Lê ewana bi dengê bilind ser ya xwe bûn û dixwestin ku Ew bê xaçkirinê. Sewta wan serkʼet. Pîlato qirara xwe da, ku bi xwestina wan be. Anegorî xwestina wan, yê ku bona serhildanê û mêrkuştinê kelêda bû, berʼda. Lê Îsa hişte ser xwestina dilê wan. Û gava eskera Ew dane pêşîya xwe birin, yekî kûrênî navê wî Şimhʼûn, ku ji kʼewşên dihat, ew girtin û xaç danîne ser milê wî, ku li pey Îsa bibe. Û eʼlaleteke cimeʼtêye giran li pey Wî diçû, usa jî kʼulfetêd ku şîna Wî dikirin û digirîyan. Îsa li ser wanda vegerʼîya û got: «Qîzêd Orşelîmê! Ser Minda negirîn, lê ser xwe û zarʼêd xweda bigirîn. Çimkî va wê rʼojê bên ku wê bêjin: ‹Xwezî li wan kʼulfetêd bêzurʼet, ku zarʼ neanîne û nemêjandine›. Hingê merivê destpêkin bêjin: ‹Çʼîyano! Li ser meda bikʼevin. Girno! Me veşêrin›. Heger serê dara Terʼ aha dikin, lê hʼalê dara hʼişk wê çawa be?» Du merivêd neheq jî anîn, ku Pêrʼa bêne kuştinê. Û gava gihîştine wî cîyê ku Qaf tê gotin, li wir Ew xaç kirin. Û ewêd neheq jî yek li milê rʼastê xaç kirin û yek jî li milê çʼepê. Hingê Îsa got: «Bavo, bibaxşîne van, çimkî nizanin çi dikin». Ser kʼincêd Wî pʼeşk avîtin wekî nava xweda bela kin. Û cimeʼt sekinîbû dinihêrʼî. Serwêra jî qerfê xwe li Wî dikirin û digotin: «Xelq xilaz kirin, de bira Xwe jî xilaz ke, heger Ew e Mesîh, bijartîyê Xwedê». Esker jî li Wî dikʼenîyan, pêşda dihatin, sirke didanê û digotin: «Heger Tu yî pʼadşayê cihûya, de Xwexa Xwe xilaz ke». Û fêza serê Wî jî nivîsar bû, ku: «EVA PʼADŞAYÊ CIHÛYA YE». Ji wan neheqêd dardakirî, yekî Îsa bêhurmet dikir û digotê: «Tu ne Mesîh î? De me xilaz ke, Xwe jî pêrʼa». Lê hevalê wî lê hilat û got: «Tu ji Xwedê natirsî? Ne tu jî xût wî cezayîda yî? Ev heqê me ye, ku ez û tu anegorî eʼmelêd xwe dikʼişînin, lê Evî tʼu xirabî nekirîye». Û Îsarʼa got: «Îsa, min bîr bînî, gava Pʼadşatîya Xweva bêyî ». Îsa wîrʼa got: «Ez rʼast terʼa dibêjim, îro tê tʼevî Min buhiştêda bî». Gava nîvro sihʼet nêzîkî donzdeha bû, tʼemamîya eʼrdê hʼeta sihʼeta sisîya bû teʼrî û rʼûyê rʼoyê hate girtinê. Pʼerʼda pʼaristgehê nîvîda bû du tîşa. Û Îsa bi dengê bilind kire gazî û got: «Bavo, rʼuhʼê Xwe didime destê Te». Û gava ev yek got, rʼuhʼê Xwe da. Sersed ev tiştê bûyî ku dît, şikirî da Xwedê û got: «Rʼastî Eva merivekî rʼast bû». Û tʼemamîya eʼlaletê, ku li wir bona tʼemaşê civîyayî bû, ev yeka dît, sîngêd xwe dixistin, paşda vedigerʼîyane malêd xwe. Hʼemû nasêd Wî jî û ew kʼulfetêd ku ji Celîlê hatibûn, dûr sekinî bûn û ev tişt didîtin. Merivekî qencî şîrhʼelal û endemê civîna giregira cihûya hebû, navê wî Ûsiv. Eva ji bajarê Arîmetya Cihûstanê bû û xwexa jî hîvîya Pʼadşatîya Xwedê bû. Ew tʼevî şêwir û kirina civîna wan nebibû. Ew rʼabû çû cem Pîlato û cinyazê Îsa ji wî xwest. Cinyaz ji xaçê anî xwarê, qedekê kʼitanîda kʼefen kir û danî nav tʼirba qeyêda kʼolayî, ku tʼu car wêda kesek nehatibû danînê. Û ew rʼoja tʼivdarekkirinêda bû û êvara şemîyê destpêdikir. Û ew kʼulfetêd ku ji Celîlê tʼevî Îsa hatibûn, ew jî pey wî çûn û ew tʼirba ku çawa cinyazê Wî têda hate danînê, dîtin. Û paşda vegerʼîyan, biharet û rʼûnê bînxweş hazir kirin û anegorî tʼemîya Qanûnê rʼoja şemîyê rʼihʼet bûn. Rʼoja yekşemê sibehê zû, wan kʼulfeta biharetêd hazirkirî hildan çûne ser tʼirbê. Lê wana kevir ji ber tʼirbê holkirî dît. Gava kʼetine hindurʼ, cinyazê Xudan Îsa nedîtin. Gava ewana hê bona vê yekê metʼelmayî mabûn, nişkêva du merî bi kʼincê nûranî li ber wan sekinîn. Û gava kʼulfet ji tirsa kʼetine ser rʼûyê xwe, wan meriva wanrʼa got: «Hûn çima li Yê sax nava mirîyada digerʼin? Ew ne li vir e, Ew ji mirinê rʼabûye. Bînine bîra xwe, ku çaxê hê Celîlêda bû, çi werʼa got: ‹Gerekê Kurʼê Mêriv bikʼeve destê merivêd nerʼast, bê xaçkirinê û rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe›». Û wana gotina Îsa bîr anîn û ji tʼirbê vegerʼîyan, eva yeka her yanzdeha û hʼemûyêd mayînrʼa gotin. Yêd ku şandîyarʼa gotin, evana bûn: Meryema Mejdelanî, Yohana û Meryema dîya Aqûb, bi tʼevî hinekêd mayîn. Şandîyava çawa gotineke pʼûçʼ xuya bû û wana kʼulfet bawer nekirin. Lê Petrûs rʼabû berbi tʼirbê bezî, qûz bû nihêrʼî, tʼenê kʼefenê Wî wir bû û metʼelmayî çû, difikirî gelo çawa bû. Wê rʼojê du şagirt diçûne gundekî, ku ji Orşelîmê donzdeh kîlomêtirî dûr bû, navê wî Emwas bû. Wana bi hevrʼa bona her tiştê qewimî xeber didan. Û gava ewana nav hevda xeber didan û dişêwirîn, Îsa Xwexa jî nêzîkî wan bû, tʼevî wan çû. Lê çʼeʼvêd wan girtî bûn, ku Wî nas nekin. Îsa wanrʼa got: «Hûn vê rʼêyêda çi hevrʼa xeber didin?» Ewana meʼdekirî sekinîn. Yekî ji wan, ku navê wî Klêpas bû, lê vegerʼand û got: «Ew çawa ji Orşelîmê tʼenê Te nebihîstîye ku van rʼojêd paşinda wir çi qewimîye?» Ewî ji wan pirsî û got: «Çi bûye?» Wana lê vegerʼand gotê: «Bona Îsayê Nisretê, ku Ew bi eʼmel û xeberêd Xwe li ber Xwedê û tʼemamîya milet pʼêxemberekî zor bû û çawa serekêd kʼahîna û serwêrêd me nemamîya kuştina Wî kirin, xaç kirin. Em wê gumanê bûn ku Ewî wê Îsraêlê aza bikira. Wekî din jî eva rʼoja sisîya ye, ku ev tişt bûne. Lê çend kʼulfetêd nav meda jî em eʼcêbmayî kirin. Ewana sibehê zû çûbûne ser tʼirbê û cinyazê Wî li wir nedîtibûn, vegerʼîyan hatin merʼa gotin, ku: ‹Me milyakʼet dîtin, merʼa gotin, ku Ew sax e›. Û ji me hinek jî çûne ser tʼirbê, çawa ku wan kʼulfeta gotibû, usa bû, lê Ew nedîtin». Hingê Ewî wanrʼa got: «Hey însanêd bê fikir, hûn çiqasî giran hʼemû gotinêd pʼêxembera bawer dikin? Ne gerekê Mesîh cefa bikʼişanda û bikʼeta rʼûmeta Xwe?» Û Wî destpêkir ji Mûsa û hʼemû pʼêxembera, çi ku wan kʼitêbada bona Wî nivîsar bûn, wanarʼa şirovekirin. Gava nêzîkî wî gundê ku diçûnê bûn, Ewî usa da kʼifşê, yançîye Ew diçe cîkî dûr. Lê wana zor li Wî kir û got: «Îşev li cem me bimîne, çimkî êvar e, rʼo çûye ava». Û Ew çû hindurʼ, ku li cem wan bimîne. Lê gava Ew tʼevî wan ser sifrê rʼûnişt, nan hilda, şikirîya Xwe ji Xwedê anî, kerkir da wan. Hingê çʼeʼvêd wan vebûn, Ew nas kirin û Ew ber çʼeʼvê wan betavebû. Wana hevrʼa got: «Lema, gava Ewî rʼêda merʼa xeber dida û nivîsar merʼa şirovedikirin, agir dilê me dikʼet». Ew wê gavê rʼabûn vegerʼîyane Orşelîmê û her yanzdeh tʼevî yêd mayîn civîyayî dîtin, gotin: «Rʼastî Xudan sax bûye û Şimhʼûnva xuya bûye!» Paşê wan her duya gilî kir, ku çawa rʼêda rʼastî Wî hatin û çaxê Wî nan kerkir, Ew nas kirin. Wana hê bona vê yekê xeber dida, Îsa nava wanda sekinî û wanrʼa got: «Eʼdilayî werʼa». Ewana ji tirsa bizdîyan û wan tʼirê xeyalekî dibînin. Lê Ewî wanrʼa got: «Hûn çima şaşmayî mane û dudilî ne? Awa li dest û pʼîyêd Min binihêrʼin, ku Ez Xwexa me. Û destê xwe bidine Min û bibînin, çimkî goşt û hestûyêd rʼuhʼ tʼunene, çawa ku hûn dibînin yêd Min hene». Gava ev yek got, dest û pʼîyêd Xwe nîşanî wan kirin. Û hê ji şabûna bawer nedikirin, hʼeyr-hʼujmekʼar mabûn, Ewî wanrʼa got: «Qet tiştekî xwarinê li cem we heye?» Wana çîtî meʼsîyê pijandî da Wî. Ewî hilda li ber çʼeʼvê wan xwar û wanarʼa got: «Ev bûn ew gotinêd ku gava Ez tʼevî we bûm, Min werʼa gotibûn: ‹Gerekê her tiştêd ku bona Min Qanûna Mûsa, nivîsarêd pʼêxembera û Zebûrada nivîsar bûn bihatana sêrî›». Hingê feʼmê wan vekir, ku nivîsara feʼm bikin. Û wanrʼa got: «Awa nivîsar e, ku Mesîh gerekê cefa bikʼişîne û rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe û ji Orşelîmê girtî bi navê Wî tʼobeyî û baxşandina guna nav hʼemû miletada wê bê dannasînkirinê. Û hûn in şeʼdêd van hʼemû tişta. Û va Ezê sozê Bavê Xwe werʼa bişînim. Orşelîmêda bimînin, hʼeta hûn qewatê ji jor bistînin». Û ew hʼeta Beytanyayê birin, destê Xwe bilind kir, dua wan kir. Û hê dua dikir, ji wan qetîya, berbi eʼzmên hate hilatinê. Şagirta jî serê xwe ber Wî danî, bi eşq û şa vegerʼîyane Orşelîmê. Û her gav pʼaristgehêda bûn, pesinê Xwedê didan. Destpêbûnêda Xeber hebû. Xeber tʼevî Xwedê bû û Xeber Xwexa Xwedê bû. Ew destpêbûnêda tʼevî Xwedê bû. Her tişt bi Wî eʼfirîn û bêyî Wî tʼu tişt neqewimî, çi ku qewimî. Kanîya jîyînê Ew bû û jîyîn jî rʼonaya meriva bû. Rʼonayî teʼrîstanîyêda şewq dide û teʼrîstanîyê Pê nikaribûye. Merivekî ji alîyê Xwedêda şandî hebû, ku navê wî Yûhʼenna bû. Ew bona şeʼdetîyê hat, wekî bona Rʼonayê şeʼdetîyê bide, ku hʼemû pê wî bawer bikin. Ew xwexa ne ew Rʼonayî bû, lê ew hat ku şeʼdetîya Rʼonayê bide. Rʼonaya rʼast Ew e, kʼîjan ku tê dinyayê û hʼemû meriva rʼonayî dike. Ew dinyayêda bû û dinya pê Wî eʼfirî, lê dinyayê Ew nas nekir. Ew hate ser warê Xwe, lê cimeʼta Wî Ew qebûl nekir. Lê ewêd ku Ew qebûl kirin û bawerîya xwe navê Wî anîn, Ewî da, ku heqîya wan hebe bibine zarʼêd Xwedê. Evana ne ji xûnê, ne ji xwestina bedenê û ne jî ji xwestina merivayê bûne, lê ew ji Xwedê bûne. Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê. Yûhʼenna bona Wî şeʼdetî da û bi dengekî bilind got: «Eva ye, bona Kʼîjanî min gotibû: ‹Ewê ku pey min tê Ew ser minrʼa ye, çimkî Ew berî min hebû›». Me hʼemûya ji tʼêr-tʼijîya Wî kʼerem ser kʼeremêda stand. Çimkî Qanûn bi destê Mûsa hate dayînê, kʼerem û rʼastî bi destê Îsa Mesîh. Tʼu kesî tʼu car Xwedê nedîtîye, lê Yê Tayê Tʼenêyî ku xût Xwedê ye û hʼemêza Bavêda ye, Ewî Ew da eʼyankirinê. Ev bû Şeʼdetîya Yûhʼenna: Gava cihûya ji Orşelîmê kʼahîn û lêwî şandin, wekî ji Yûhʼenna bipirsin, ku ew kʼî ye, Yûhʼenna hilda ser xwe, înkʼar nekir û aşkere got: «Ez ne Mesîh me». Wana jê pirsî: «Lê tu kʼî yî? Êlyas î?» Ewî got: «Na». «Ew pʼêxemberê sozdayî yî?» Cab da: «Na». Hingê jêrʼa gotin: «De bêje, tu kʼî yî, wekî em cabekê wanrʼa bibin, yêd ku em şandine. Tu bona xwe çi dibêjî?» Ewî got: «Ez ew deng im ku berʼîyêda dike gazî: ‹Rʼîya Xudan rʼast bikin!› çawa ku Îşaya pʼêxember gotîye». Ewêd ku hatibûne şandinê ji fêrisîya bûn. Wana jê pirsî: «Lê îdî çima dinixumînî, heger tu ne Mesîh î, ne Êlyas û ne jî pʼêxember?» Yûhʼenna li wan vegerʼand û got: «Ez bi avê dinixumînim, lê Yek nav weda heye, ku hûn Wî nas nakin. Ew e, Yê ku pey min tê, ku ez ne hêja me, wekî benê çarixêd Wî jî vekim». Ev hʼemû li wî berî Ûrdunê, li Beytanyayê, wî cîyê ku Yûhʼenna li wir dinixumand qewimîn. Rʼoja dinê Yûhʼenna dît ku Îsa berbi wî tê, ewî got: «Va ye! Berxê Xwedê, Yê ku gunêd dinyayê hildide! Ev e bona Kʼîjanî min gotibû: ‹Pey minrʼa Yekê bê, ku ser minrʼa ye, çimkî Ew berî min hebû›. Min nizanibû Ew kʼî ye, lê ez hatime bi avê dinixumînim, wekî Wî Îsraêlêva bidime eʼyankirinê». Yûhʼenna eva şeʼdetîya da û got: «Min dît ku Rʼuhʼ ji eʼzmên mîna kevotkekê hat ser Wî danî û ma. Min nizanibû Ew kʼî ye, lê Ewê ku ez şandim, ku bi avê binixumînim, minrʼa got: ‹Tu kʼîjanî bibînî ku rʼuhʼ tê ser datîne û dimîne, Ew e ku bi Rʼuhʼê Pîroz dinixumîne›. Min jî dît û şeʼdetî da ku Ev e Kurʼê Xwedê». Rʼoja dinê Yûhʼenna dîsa tʼevî du şagirtêd xwe sekinî bû. Dît ku Îsa wirarʼa derbaz dibe, got: «Va ye Berxê Xwedê!» Ev yek ku bihîstin, her du şagirt pey Îsa çûn. Îsa li pişt Xweva vegerʼîya û dît ku wana daye pey Wî tên, wanrʼa got: «Hûn çi dixwazin?» Wana jêrʼa got: «Rʼabbî», ku tê feʼmkirinê: «Dersdar», «Tu li kʼu derê dimînî?» Ewî wanrʼa got: «Werin hûnê bibînin». Wana çû û dît ku Ew li kʼu dimîne. Îdî sihʼet nêzîkî çara bû û wê rʼojê ew li cem Wî man. Ji wan her duya, yêd ku ji Yûhʼenna bihîstin û pey Îsa çûn, yek Endrawisê birê Şimhʼûn-Petrûs bû. Ewî pêrʼa-pêrʼa birê xwe Şimhʼûn dît û jêrʼa got: «Me Mesîh dît», ku tê feʼmkirinê: «Yê Kʼifşkirî». Wî ew anî cem Îsa. Îsa li Şimhʼûn nihêrʼî û gotê: «Tu, Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, tê Kîfas bêyî gotinê» (awa gotî «Petrûs», ku tê feʼmkirinê: «Qeya»). Rʼoja dinê Îsa qirar kir ku herʼe Celîlê. Wî Fîlîpo dît û jêrʼa got: «Pey min were!» Fîlîpo ji Beytsaydayê bû, ji bajarê Endrawis û Petrûs. Fîlîpo çû Natanyêl dît û jêrʼa got: «Me Ew dît, bona kʼîjanî Mûsa Qanûnêda û pʼêxembera jî nivîsarêd xweda salixê Wî dabûn, Îsayê Kurʼê Ûsivê ji Nisretê». Natanyêl jê pirsî: «Qet dibe ku tiştekî pʼak ji Nisretê derkʼeve?» Fîlîpo jêrʼa got: «Were û bibîne!» Gava Îsa dît ku Natanyêl berbi Wî tê, derheqa wîda got: «Va ye îsraêlîkî heqî-hʼelal ku dilê wîda mixenetî tʼune». Natanyêl jê pirsî: «Çawa min nas dikî?» Îsa lê vegerʼand û gotê: «Hê Fîlîpo gazî te nekiribû, gava ku tu li binê dara hêjîrê rʼûniştî bûyî, Min tu dîtî». Natanyêl jêrʼa got: «Dersdar, Tu Kurʼê Xwedê yî! Tu Pʼadşê Îsraêlê yî!» Îsa lê vegerʼand û gotê: «Tu bona vê yekê bawer dikî, wekî Min terʼa got: ‹Min tu li binê dara hêjîrê dîtî?› Tê tiştêd ji vê mestir bibînî». Û jêrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hûnê bibînin eʼzman vebûye û milyakʼetêd Xwedê çawa ji ser Kurʼê Mêriv hildikʼişin, peya dibin». Du rʼoja şûnda bajarê Qanaya Celîlêda deʼwatek hebû. Dîya Îsa jî li wê derê bû, Îsa û şagirtêd Wî jî bona deʼwatê hatibûne tʼeglîfkirinê. Gava kêmasî kʼete şeravê, dîya Îsa jêrʼa got: «Şerava wan nema». Îsa lê vegerʼand û gotê: «Eʼvdê, çî te Min kʼetîye? Hê ne wextê Min e». Dîya Wî berdestîyarʼa got: «Çi ku werʼa bêje, bikin». Û şeş kʼûpêd kevirî hebûn, ku li gora eʼdetêd cihûya bona şûştin-veşûştina wana li wir danîbûn. Ji wana her yekî ji hʼeyştê hʼeta sed bîst lîtir av hildida. Îsa wanrʼa got: «Van kʼûpa tʼijî av kin». Û wana jî lêvarʼa dagirt. Paşê wanarʼa got: «Niha hinekî dagirin, bibin bidine serdeʼwatî». Ewana jî ew bir. Gava serdeʼwatî ji wê ava ku bibû şerav teʼm kir, wî tê dernexist ku ew ji kʼu hat, lê berdestîyêd ku av kʼişandibûn zanibûn. Serdeʼwatî gazî zeʼvê kir û jêrʼa got: «Her kes pêşîyê şerava xweye rʼind datîne ser tʼexte û paşê gava vexwarî ne, ew ya nerʼind derdixe. Lê te şerava rʼind hʼeta niha xwey kirîye». Eva nîşana Îsaye pêşin bû, ku Wî Qanaya Celîlêda kir. Bi vî awayî Ewî rʼûmeta Xwe da xuyakirinê û şagirtêd Wî bawerîya xwe Wî anîn. Pey vê yekêrʼa, Îsa tʼevî dîya Xwe, birêd Xwe û şagirtêd Xwe çû Kefernahûmê, lê gelek rʼoja Ew li wê derê neman. Cejina cihûyaye Derbazbûnê nêzîk bû, Îsa hevraz çû Orşelîmê. Pʼaristgehêda Ewî yêd ku dewar, pez û kevotk difirotin, usa jî yêd pʼereguhêrʼ rʼûniştî dîtin. De îjar Wî ji bena qamçîk çêkir, hʼemû ji pʼaristgehê pez û dewarêd wanva derxistin, pʼerêd pʼereguhêrʼa rʼêtin û tʼextêd wan welgerʼandin. Kevotkfiroşarʼa got: «Vana ji vê derê hildin! Îdî mala Bavê Min nekine bazargeh!» Hate bîra şagirtêd Wî ku aha hatîye nivîsarê: «Xîreta hindava mala Teda agir Min dixe». Hingê cihûya jê pirsî: «Tê çi nîşanê nîşanî me kî, ku hʼukumê Te heye van tişta bikî?» Îsa li wan vegerʼand û got: «Vê pʼaristgehê hilşînin, Ezê nava sê rʼojada rʼakim». Hingê cihûya jêrʼa got: «Nava çil şeş salada eva pʼaristgeha hatîye çêkirinê. Çawa Tê wê nava sê rʼojada rʼakî?» Lê Îsa derheqa pʼaristgeha bedena Xweda xeber dida. Peyrʼa gava Ew ji mirinê rʼabû, şagirta ew gotina Wî anî bîra xwe û wana ew nivîsar û gotina Îsa bawer kirin. Awa gava ku Îsa Cejina Derbazbûnêda li Orşelîmê bû, geleka ew nîşanêd ku Wî dikirin dîtin, bawerîya xwe navê Wî anîn. Lê Îsa bawerîya Xwe li wan nedanî, çimkî dilê hʼemû meriva Wîva eʼyan bû. Ne hʼewce bû, ku yekî hindava merivekîda şeʼdetî bida, çimkî Wî dilê meriva zanibû. Ji fêrisîya merivek hebû, navê wî Nîkodêmo, ku serekekî cihûya bû. Eva şev hate cem Îsa û jêrʼa got: «Mamosta, em zanin ku Tu ji Xwedêda çawa dersdar hatîyî, çimkî ew nîşanêd ku Tu dikî, heger Xwedê ne pêrʼa be, tʼu kes nikare bike». Îsa lê vegerʼand û gotê: «Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, heger merivek dîsa nû nebe, ew nikare Pʼadşatîya Xwedê bibîne». Nîkodêmo jê pirsî: «Meriv ku îdî mezin bûye, ew çawa dikare dîsa nû bibe? Qet dibe ku ew careke din bikʼeve zikê dîya xwe û ji dîya xwe dîsa bibe?» Îsa lê vegerʼand û gotê: «Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, hʼeta ku meriv ji avê û Rʼuhʼ nebe, ew nikare bikʼeve Pʼadşatîya Xwedê. Yê ku ji bedenê dibe beden e, yê ku ji Rʼuhʼ dibe rʼuhʼ e. Tu eʼcêbmayî nemîne ku Min terʼa got: Gerekê hûn dîsa nû bibin. Ba li kʼu derê dixwaze rʼadibe. Tu dengê wî dibihêyî, lê nizanî ew ji kʼu tê û kʼuda diçe. Her kesê ku ji Rʼuhʼ* dibe jî usa ye». Nîkodêmo jê pirsî: «Ew çawa dibe?» Îsa lê vegerʼand û gotê: «Tu dersdarê Îsraêlê yî û hê van yeka nizanî? Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, tiştê ku em zanin wê dibêjin, tiştê ku me dîtîye şeʼdetîya wê didin. Lê belê hûn şeʼdetîya me qebûl nakin. Heger Ez derheqa tiştêd li vê dinêda werʼa dibêjim hûn bawer nakin, lê wekî derheqa tiştêd li eʼzmana bêjim, hûnê çawa bawer bikin? Kesek hilnekʼişîyaye eʼzmên, pêştirî Ewî ku ji eʼzmên peya bû, Kurʼê Mêriv. Çawa ku Mûsa berʼîyêda meʼr bilind kir, usa jî gerekê Kurʼê Mêriv bê bilindkirinê, wekî her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê hebe. Çimkî Xwedê usa dinya hʼiz kir, ku Kurʼê Xweyî tayê tʼenê berva da, wekî her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne unda nebe, lê jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê hebe. Çimkî Xwedê Kurʼê Xwe neşande dinyayê, ku dîwana dinê bike, lê wekî dinya pê Wî xilaz be. Yê ku bawerîya xwe Wî bîne, dîwana wî nabe, lê ewê ku bawerayî xwe Wî nayne, îdî dîwana wî bûye jî, çimkî ewî bawerîya xwe navê Kurʼê Xwedêyî tayê tʼenê neanî. Dîwan bi vî awayî dibe: Rʼonayî hate dinyayê, lê meriva teʼrîstanî ji rʼonayê zêdetir hʼiz kir, çimkî kirêd wan xirabî bûn. Her kesê ku xirabîyê dike, rʼonayî ber çʼeʼva rʼeş e. Ew xwe li rʼonayê nagire, wekî kirinêd wî xuya nebin. Lê ewê ku rʼastîyê dike, ew xwe li rʼonayê digire, wekî eʼyan be, ku kirêd wî Xwedêda hatine kirinê». Pey vê yekêrʼa Îsa û şagirtêd Wî çûne qeza Cihûstanê. Îsa li wê derê tʼevî wan dima û dinixumand. Yûhʼenna jî li Eʼynona nêzîkî Salîmê dinixumand, çimkî av li wir gelek bû. Meriv dihatine wê derê û dinixumîn. Yûhʼenna hê neavîtibûne kelê. Hingê nav şagirtêd Yûhʼenna û cihûkîda li ser pirsa eʼdetêd şûştin-veşûştinê deʼw pêşda hat. Ew şagirt çûne cem Yûhʼenna û jêrʼa gotin: «Dersdar, Ewî ku li wî berî çʼemê Ûrdunê tʼevî te bû û te bona Wî şeʼdetî da, va Ew Xwexa dinixumîne û hʼemû diçine cem Wî». Yûhʼenna cab da û got: «Merivek nikare tiştekî hilde ser xwe, heger ew ji eʼzmên jêrʼa nehatibe dayînê. Hûn xwexa şeʼdêd min in, ku min gotîye: ‹Ez ne Mesîh im, lê yê li pêşîya Wî şandî me›. Bûk bona kʼê be zeʼva ew xwexa ye. Lê çawa destebirakê zeʼvê sekinî bona wî dibihê û bi dengê wî şa dibe, usa jî niha dilê min şabûnêva tʼijî bû. Ew gerekê mezin be, lê ez biçʼûk bim. Ewê ku ji jor hatîye, Ew ser hʼemûyarʼa ye. Ewê ku ji vê dinê ye, ew yê vê dinê ye û ew ji vê dinê xeber dide. Lê Ewê ku ji eʼzmên hatîye, Ew ser hʼemûyarʼa ye. Wî çi dît û çi bihîst bona wê yekê şeʼdetîyê dide, lê tʼu kes şeʼdetîya Wî qebûl nake. Yê ku şeʼdetîya Wî qebûl dike, ew mak dike ku Xwedê rʼast e. Ewê ku Xwedê şandîye Ew gotinêd Xwedê dibêje, çimkî Xwedê Rʼuhʼ bê çap dide Wî. Bav Kurʼ hʼiz dike û her tişt daye destê Wî. Ewê ku bawerîya xwe Kurʼ tîne, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Ewê ku gurʼa Kurʼ nake, ew jîyînê nabîne, lê xezeba Xwedê li ser wî dimîne». Fêrisîya bihîst ku Îsa ji Yûhʼenna zêdetir şagirta dicivîne û bi avê dinixumîne, lê rʼast Îsa Xwexa nedinixumand, lê şagirtêd Wî dinixumandin. Hingê Îsa ku vê yekê pê hʼesîya, Ewî Cihûstan hişt û dîsa çû Celîlê. Usa qewimî ku gerekê Ew Sameryayêrʼa derbaz bibûya. Ew hate bajarekî Sameryayê ku navê wî Sûxar bû. Ew der nêzîkî wî eʼrdî bû, ku Aqûb dabû kurʼê xwe Ûsiv. Bîra Aqûb li wê derê bû. Îsa usa ji rʼêwîtîyê westîyayî, li kʼêleka bîrê rʼûnişt. Îdî rʼoj nîvro bû. Kʼulfeteke samerî hat ku avê bikʼişîne. Îsa wêrʼa got: «Avekê bide Min, Ez vexwim». Şagirtêd Wî jî çûbûne bajêr, ku xurek bikʼirʼin. Wê kʼulfeta samerî jêrʼa got: «Tu cihû yî û ez jî kʼulfeteke samerî me. Tu çawa ji min avê dixwazî?» Çimkî tʼu heleqetîya cihûya tʼevî samerîya tʼunebû. Îsa lê vegerʼand û gotê: «Heger te dayîna Xwedê bizanibûya û bizanibî Kʼî ye ku terʼa dibêje: ‹Avekê bide Min Ez vexwim›, teyê ji Wî av bixwesta û Ewî wê ava jîyînê bida te». Kʼulfetê jêrʼa got: «Ez xulam, tiştekî Teyî ku Tu pê avê bikʼişînî tʼune û bîr jî kʼûr e! De îjar Tê ava jîyînê ji kʼu derê bînî? Çima Tu ji bavê me Aqûb mestir î, yê ku eva bîra daye me û ji vê ewî, zarʼêd wî, pez û dewarêd wî jê vexwarine?» Îsa caba wê da û gotê: «Her kesê ku ji vê avê vexwe, ewê dîsa tʼî be. Lê ewê ku ji wê avê vexwe, ya ku Ez bidimê, ewê tʼu car tʼî nebe. Belê ew ava ku Ezê bidime wî, wê dilê wîda bibe kanîke avê, ku wê bona jîyîna hʼeta-hʼetayê bilq bide». Kʼulfetê jêrʼa got: «Ez xulam, de bide min wê avê, ku ez îdî tʼî nebim û neyêm ji vir avê nekʼişînim». Îsa lê vegerʼand û gotê: «Herʼe gazî mêrê xwe ke û were vira». Kʼulfetê caba Wî da û got: «Mêrê min tʼune». Îsa jêrʼa got: «Te rʼast got: ‹Mêrê min tʼune›, çimkî pênc mêrêd te hebûne û yê ku niha jî tu pêrʼa yî ne mêrê te ye. Te ev yeka rʼast got». Kʼulfetê jêrʼa got: «Ez xulam, ez dibînim Tu pʼêxember î. Kal û bavêd me li serê vî çʼîyayî Xwedê hʼebandine, lê hûn dibêjin cîyê Xwedê hʼebandinê gerekê li Orşelîmê be». Îsa jêrʼa got: «Eʼvdê, Min bawer bike, wextê bê, ku hûnê ne li vî çʼîyayî û ne jî li Orşelîmê Bavê bihʼebînin. Hûn samerî Wî dihʼebînin, Kʼîjanî ku hûn nas nakin, lê em cihû Wî dihʼebînin, Kʼîjanî em nas dikin, çimkî xilazbûn ji cihûya tê. Lê belê wextê bê, îdî pêrʼa gihîştîye jî, ku yêd rʼast dihʼebînin wê bi Rʼuhʼ û Rʼastîyê Bavê bihʼebînin, çimkî Bav yêd aha dihʼebînin digerʼe. Xwedê Rʼuhʼ e û yêd ku Wî dihʼebînin jî gerekê bi Rʼuhʼ û Rʼastîyê Wî bihʼebînin». Kʼulfetê jêrʼa got: «Ez zanim ku Mesîhê bê», (awa gotî «Yê Kʼifşkirî»). «Gava Ew bê, Ewê derheqa her tiştîda merʼa gilî ke». Îsa jêrʼa got: «EZ EW IM, ku tʼevî te xeber didim». Ser xeberdana wanda şagirtêd Îsa hatin. Ew gelekî eʼcêbmayî man, ku Wî tʼevî kʼulfetê xeber dida, lê kesî negotê: «Tu çi dixwazî?» yan «bona çi tʼevî wê xeber didî?» Hingê kʼulfetê cêrʼê xwe hişt, çû bajêr û cimeʼtêrʼa got: «Werin Wî merivî bibînin, Yê ku hʼemû tiştêd ku min berê kiribûn minrʼa gotin. Gelo Ev e Mesîh?» Ew ji bajêr derkʼetin û hatine cem Wî. Wî wextîda şagirtêd Wî lava jê dikirin û digotinê: «Dersdar, tiştekî bixwe!» Lê Ewî wanrʼa got: «Xurekê Minî xwarinê heye, hûn nizanin». Şagirta ji hevdu pirsî: «Gelo kesekî jêrʼa xwarin anîye?» Îsa wanrʼa got: «Xwarina Min ew e, ku Ez xwestina Yê ku Ez şandime bikim û şixulêd Wî bînime sêrî. Çima hûn xwexa nabêjin: ‹Hʼeta nandirûnê hê çar meh hene›? Va ye Ez werʼa dibêjim, çʼeʼvêd xwe vekin û dîna xwe bidine zevîya, ew çawa zer bûne, dirûtinêrʼa hazir in! Yê ku didirû heqê xwe distîne û bona jîyîna hʼeta-hʼetayê ber tʼop dike, wekî yê diçîne û yê didirû bi hevrʼa şa bin. Vira ev gotin rʼast e, ku: ‹Yek diçîne û yekî din didirû›. Min hûn şandin ku hûn wê bidirûn, ser kʼîjanê hûn nexebitîne, hinekêd din xebitîn û hûn li ser xebata wan rʼûniştin». Gelek samerîyêd ji wî bajarî bawerîya xwe li Wî anîn, bona gotina wê kʼulfetê ku digot: «Hʼemû tiştêd ku min kiribûn, Ewî minrʼa gotin». Û gava samerî hatine cem Wî, lava jê kirin, ku Ew li cem wan bimîne. Ew jî du rʼoja li wê derê ma. Geleka bona wê xeberdana Wî bawerîya xwe li Wî anîn û wê kʼulfetêrʼa gotin: «Em îdî ne ku pê gotina te bawer dikin, lê me xwexa bihîst û em zanin ku ev e rʼast Xilazkirê dinyayê». Pey van her du rʼojarʼa Îsa ji wir rʼabû çû Celîlê. Îsa xwexa şeʼdetî dabû, ku rʼûmeta pʼêxember cî-miskʼenê wîda tʼune. Gava ku Ew hate Celîlê, celîlîya Ew qebûl kir, çimkî ewana xwexa jî bona Cejina Derbazbûnê çûbûne Orşelîmê û tiştêd ku Wî kiribûn dîtibûn. Îsa dîsa çû Qanaya Celîlê, kʼîderê av kiribû şerav. Wê derê qulixkʼarekî qesirê hebû, ku kurʼê wî li Kefernahûmê nexweş bû. Gava ewî bihîst ku Îsa ji Cihûstanê hatîye Celîlê, hate cem Wî û lava jê kir, ku herʼe Kefernahûmê kurʼê wîyî bertelef qenc ke. Îsa wîrʼa got: «Hʼeta ku hûn nîşan û kʼeremeta nebînin, hûn tʼu car bawer nakin». Qulixkʼarê qesirê jêrʼa got: «Ez xulam, were em herʼin, hela hê kurʼê min nemirîye». Îsa lê vegerʼand û gotê: «Herʼe, kurʼê te sax-silamet e». Wî merivî jî ew gotina Îsa bawer kir û çû. Ew hê negihîştibûyê, xulamêd wî pêşîya wîda hatin û jêrʼa gotin: «Kurʼê te sax-silamet e». Ewî ji xulamêd xwe pirsî: «Kʼîjan sihʼetêda ew berbi qencbûnê çû?» Wana gote wî: «Duhu pey nîvrorʼa sihʼeta yekê tʼayê jê berʼda». Hingê bavê kurʼik tê derxist, ku ew wê sihʼetêda bû, gava Îsa jêrʼa got: «Kurʼê te sax-silamet e». Bi vî awayî wî û tʼemamîya neferêd mala wî bawer kirin. Eva nîşana duda bû ku Îsa kir, gava Ew ji Cihûstanê hate Celîlê. Pey vê yekêrʼa cejineke cihûya hat û Îsa hevraz çû Orşelîmê. Li Orşelîmê, li ber dergehê Pêz hʼewzek hebû, ku bi îbranî jêrʼa dibêjin Beytzatʼa, pênc hêwangehêd wê hebûn. Wan hêwangehada gelek nexweş pʼaldayî bûn: Yêd kor, şilûşeʼt û kʼût. Evana hîvîya lihevkʼetina avê bûn, çimkî car-cara milyakʼetekî Xudan dikʼete avê û li hev dixist. Û pey lihevkʼetina avêrʼa, kʼê berî hʼemûya bikʼeta avê, ew ji nexweşîya xwe qenc dibû. Merivek li wê derê hebû, ku nexweşê sî hʼeyşt sala bû. Îsa gava ew li wir pʼaldayî dît û zanibû jî ku ew zûva nexweş e, wîrʼa got: «Tu dixwazî qenc bî?» Yê nexweş lê vegerʼand û gotê: «Ez xulam, kesekî min tʼune, wekî gava av li hev dikʼeve, min bavêje hʼewz. Hʼeta ez hʼizî didime xwe xwe bavêjimê, yekî din berî min xwe davêjê». Îsa jêrʼa got: «Rʼabe berʼa xwe hilde û bigerʼe». Pêrʼa-pêrʼa ew meriv qenc bû, berʼa xwe hilda û gerʼîya. Ew rʼoja şemîyê bû. Hingê cihûya wî merivê qencbûyîrʼa got: «Îro şemî ye! Qanûn îzinê nade ku tu berʼa xwe hildî». Ewî li wan vegerʼand û got: «Kʼê ez qenc kirim Ewî minrʼa got: ‹Berʼa xwe hilde û bigerʼe›». Wana jê pirsî: «Ew kʼî bû ku terʼa got: ‹Berʼa xwe hilde û bigerʼe?›» Lê yê qencbûyî nizanibû Ew kʼî bû, çimkî Îsa Xwe nava eʼlaleta wirda betavekir. Pey vê yekêrʼa Îsa ew pʼaristgehêda dît û jêrʼa got: «Binihêrʼe, tu qenc bûyî! Îdî guna neke, wekî tiştekî hê xirab neyê serê te». Wî merivî çû cihûyarʼa gilî kir, Yê ku ew qenc kirîye Îsa ye. Bona vê yekê îdî cihû pey Îsa kʼetin, çimkî Wî ev yekana rʼoja şemîyêda dikirin. Hingê Îsa li wan vegerʼand û got: «Bavê Min hʼeta niha şixulê Xwe dike, Ez jî dikim». Bona vê yekê cihûya hê dikir ku Wî bikujin, çimkî Wî ne tʼenê rʼoja şemîyê tʼerʼibandibû, lê Xwedê kiribû Bavê Xwe û Xwe himberî Xwedê kiribû. Lema Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ku Kurʼ nikare xweserîxwe tiştekî bike, ew tʼenê wan tiştêd ku dibîne Bav dike, Ew jî dike. Bav çi dike Kurʼ jî usa dike. Çimkî Bav Kurʼ hʼiz dike û her tiştêd ku Xwexa dike nîşanî Wî dike. Ewê hê tiştêd mezin nîşanî Wî bike û hûnê eʼcêbmayî bimînin. Çawa ku Bav dikare mirîya sax ke û jîyînê bide wan, usa jî Kurʼ dikare kʼîjana Ew dixwaze, jîyînê bide wan. Serda jî Bav dîwana tʼu kesî nake, lê hʼemû hʼukumê dîwankirinê daye Kurʼ, wekî hʼemû qedirê Kurʼ bizanibin, çawa qedirê Bavê zanin. Yê ku qedirê Kurʼ nizane, ew qedirê Bavê ku Ew şandîye jî nizane. Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim: Her kesê ku guh bide gotinêd Min û Wî bawer bike, Yê ku Ez şandime, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Dîwana wî nayê kirinê, lê ew ji mirinê derbazî jîyînê bûye. Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, wext tê û pêrʼa gihîştîye jî, ku mirîyê dengê Kurʼê Xwedê bibihên û ewêd ku bibihên wê bijîn. Çimkî çawa Bav kanîya jîyînê ye, usa jî kir wekî Kurʼ Xwexa kanîya jîyînê be. Ewî hʼukumê dîwankirinê jî da Wî, çimkî Ew Kurʼê Mêriv e. Li vê yekê eʼcêbmayî nemînin, çimkî wext nêzîk dibe, ku hʼemûyêd tʼirbada wê dengê Wî bibihên û derkʼevin. Yêd ku qencî kirine wê bona jîyînê rʼabin, yêd ku xirabî kirine bona dîwanê. Ez Xwexa nikarim tiştekî bikim. Çawa ku Ez dibihêm, usa jî dîwanê dikim. Dîwankirina Min rʼast e, çimkî Ez ne ku li xwestina Xwe digerʼim, lê xwestina Yê ku Ez şandime. Heger Ez bona Xwe şeʼdetîyê bidim, şeʼdetîya Min ne rʼast e. Lê yekî din heye ku bona Min şeʼdetîyê dide û Ez zanim ew şeʼdetîya ku Ew bona Min dide rʼast e. We meriv şandine cem Yûhʼenna û wî şeʼdetîya rʼastîyê da. Lê Ez ne hʼewcê şeʼdetîya meriva me, Ez tʼenê van tişta dibêjim, wekî hûn xilaz bin. Yûhʼenna çʼirak bû ku dişixulî û rʼonayî dida. We xwest ku hinek wext bi rʼonaya wî şa bin. Lê ew şeʼdetîya bona Min ser şeʼdetîya Yûhʼennarʼa ye. Çimkî ew şixulêd ku Bavê spartine Min, wekî Ez wan bînime sêrî, hema ew şixul in, yêd ku Ez dikim, şeʼdetîyê bona Min didin, ku Bavê Ez şandime. Û Bav ku Ez şandime, Wî Xwexa bona Min şeʼdetî daye. We tʼu car ne dengê Wî bihîstîye, ne rʼûyê Wî dîtîye û ne jî gotina Wî dilê weda dimîne, çimkî hûn Ewî ku Wî şandîye bawer nakin. Hûn nivîsarada kʼûr dibin, çimkî hûn dibêjin, jîyîna weye hʼeta-hʼetayê wanda ye û hema ew xwexa şeʼdetîya Min didin. Lê hûn naxwazin bêne cem Min, wekî jîyîna we hebe. Ez ne hʼewcê şikirdayîna merivayê me, lê Ez we nas dikim û zanim ku dilê weda hʼizkirina Xwedê tʼune. Ez bi navê Bavê Xwe hatim û hûn Min qebûl nakin. Lê heger yekî din bi navê xwe bê, hûnê wî qebûl kin. Hûnê çawa bikaribin Min bawer bikin, heger hûn nav hevda rʼûmeta navê xwe digerʼin, lê ew rʼûmeta ku ji Xwedêyê bêşirîkî-bêhevale nagerʼin? Nefikirin ku Ezê we li ber Bavê neheq kim. Yek heye, ku we neheq dike, hema ew Mûsa ye ku we gumana xwe danîye ser wî. Heger we Mûsa bawer bikira, weyê Ez jî bawer bikirama, çimkî ewî derheqa Minda nivîsîye. Lê heger hûn nivîsarêd wî bawer nakin, hûnê çawa gotinêd Min bawer bikin?» Pey vê yekêrʼa Îsa derbazî wî berî gola Celîlê bû, ku jêrʼa Teberîya dibêjin. Eʼlaleteke giran pey Wî diçû, çimkî wan ew nîşanêd kʼeremet dîtibûn, yêd ku Wî li ser nexweşa kiribûn. Îsa rʼabû serê çʼîyê û li wê derê tʼevî şagirtêd Xwe rʼûnişt. Cejina cihûyaye Derbazbûnê nêzîk bû. Gava Îsa li dora Xwe nihêrʼî, dît ku eʼlaleteke giran berbi Wî tê, gote Fîlîpo: «Emê nên ji kʼu derê bikʼirʼin, wekî ev merivana bixwin?» Ewî ev yek got, ku wî bicêrʼibîne, çimkî Xwexa zanibû ku wê çi bikira. Fîlîpo lê vegerʼand û gotê: «Bahê dusid zîvî nan jî tʼêra van nake, hema wekî her yekîrʼa peʼrîk jî bikʼeve!» Ji şagirta yekî, Endrawisê birê Şimhʼûn-Petrûs gote Wî: «Vir xortek heye, ku pênc nanêd ceh û du meʼsîyêd wî hene. Lê bona haqas meriva ev çi ye?» Îsa got: «Meriva li eʼrdê bidine rʼûniştandinê». Şînayîya wir gelek bû, ew mêrêd ku rʼûniştin, weke pênc hʼezara bûn. Hingê Îsa ew nan hildan şikirî da û belayî rʼûniştîya kir. Bi vî awayî jî meʼsî bela kirin, çiqas ku xwestin. Û gava tʼêr xwarin, Ewî şagirtêd Xwerʼa got: «Wan hûrikêd bermayî bidine hev, wekî tiştek pʼûçʼ nebe». Şagirta jî ji ber ewêd ku pênc nanêd ceh xwaribûn, donzdeh sele ji hûrikêd bermayî tʼijî berev kirin. Gava van meriva dît ku Îsa ev nîşan kir, gotin: «Rʼast Ev e ew pʼêxemberê ku wê bihata dinyayê!» Hingê Îsa pê hʼesîya ku ewê bên û Wî bi zorê bibin bikine pʼadşa, dîsa Ew tʼenê hilkʼişîya çʼîyê. Gava rʼo çû ava, şagirtêd Wî berjêrî devê golê bûn. Ew kʼetine qeyikekê û rʼê kʼetin, wekî derbazî Kefernahûmê, wî berî golê bin. Îdî teʼrî kʼetibû eʼrdê, lê Îsa hê Xwe wanrʼa negîhandibû. Firtoneke qayîm rʼabû, golê da ber pêla. Gava wan bêr kʼişandin qasî pênc-şeş kîlomêtira pêşda çûn, wan dît ku Îsa peya ser golêrʼa tê nêzîkî qeyikê dibe. Rʼisasê ew girtin, lê Îsa wanrʼa got: «Netirsin, Ez im!» Hingê wan xwest ku Ew hildana qeyikê. Qeyik pêrʼa-pêrʼa gihîşte wî alîyê ku wan dixwest biçûnayê. Rʼoja dinê ew eʼlaleta ku li wî berî golê mabû, zanibû ku li wir alîyê wan tʼenê qeyikek hebû, ew jî şagirtêd Wî tʼenê kʼetibûnê derbaz bibûn, lê Îsa nekʼetibû wê qeyikê. Ji alîyê Teberîyayê hinek qeyikêd din hatin nêzîkî wî cîyî bûn, kʼîderê pey şikirdayîna Xudanrʼa nan xwaribûn. Gava meriva dît ku ne Îsa li wir e û ne jî şagirtêd Wî, hingê ew xwexa jî kʼetine qeyika û çûne Kefernahûmê, wekî li Îsa bigerʼin. Gava wan Îsa li wî berî golê dît, jêrʼa gotin: «Dersdar, Tu kʼengê hatî vê derê?» Îsa li wan vegerʼand û got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hûn li Min digerʼin, ne ku bona wê yekê, ku we nîşan dîtine, lê bona wê yekê, ku we ji wî nanî xwar û tʼêr bûn. Bona xwarina pʼûçʼ nexebitin, lê bona wê xwarinê bixebitin, ya ku jîyîna hʼeta-hʼetayêda dimîne, kʼîjanê Kurʼê Mêriv wê bide we, çimkî Bav Xwedê mora Xwe li Wî xistîye». Û wan jê pirsî: «Gerekê em çi bikin, wekî wan şixulêd Xwedê bînine sêrî?» Îsa li wan vegerʼand û got: «Şixulê Xwedê ev e, ku hûn bawerîya xwe Wî bînin, Yê ku Ewî şandîye». Wana ser vê yekê jêrʼa got: «Ku usa ye Tê çi nîşanê bikî, wekî em bibînin û Te bawer bikin? Tê çi şixulî bikî? Kal û bavêd me berʼîyêda mana xwarin, çawa ku hatîye nivîsarê: ‹Wî ji eʼzmên bona xwarina wan nan da› ». Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ew ne ku Mûsa bû ku ji eʼzmên nan da we, lê Bavê Min bû. Belê Ew Bavê Min e, ku wî nanê rʼast ji eʼzmên dide we! Çimkî ew nanê Xwedê dide ew e, ku ji eʼzmên tê xwarê û jîyînê dide dinyayê». Wan lê vegerʼand û gotinê: «Em xulam, de her gav vî nanî bide me». Îsa wanrʼa got: «Ez im nanê jîyînê. Her kesê ku bê cem Min, ew qet birʼçî nabe û her kesê ku bawerîya xwe Min bîne, tʼu car tʼî nabe. Lê çawa ku Min werʼa got, we Ez dîtim jî, lê hûn hê bawer nakin. Ew hʼemûyêd ku Bav dide Min, wê bêne cem Min û her kesê ku bê cem Min, Ez tʼu car berî wî nadim. Çimkî Ez ji eʼzmên hatime xwarê, ne ku xwestina Xwe bikim, lê xwestina Wî, Yê ku Ez şandime. Xwestina Yê ku Ez şandime ev e, wekî Ez ji hʼemûyêd ku Wî dane Min tʼu kesî unda nekim, lê Rʼoja Axretêda ji mirinê rʼakim. Çimkî xwestina Bavê Min ev e, wekî her kesê ku Kurʼ bibîne û bawerîya xwe Wî bîne, jîyîna Wîye hʼeta-hʼetayê hebe. Û Rʼoja Axretêda jî Ezê wî ji mirinê rʼakim». Cihûya hindava Wîda bîna xwe teng kir, çimkî Wî got: «Nanê ku ji eʼzmên hate xwarê Ez im». Û digotin: «Ne eva Îsayê kurʼê Ûsiv e, ku em dê û bavê Wî nas dikin? Îdî eva çawa dibêje: ‹Ez ji eʼzmên hatime xwarê›?» Îsa cab da û wanrʼa got: «Nav hevda nekine pʼiste-pʼist. Tʼu kes nikare bê cem Min, hʼeta Bavê ku Ez şandime, wî berbi Min nekʼişîne. Û Rʼoja Axretê Ezê wî ji mirinê rʼakim. Li alîyê nivîsarêd pʼêxemberada hatîye nivîsarê: ‹Hʼemûyê ji alîyê Xwedêda bêne hînkirinê›. Her kesê ku ji Bav bibihê û hîn be wê bê cem Min. Bi vê yekê Ez nabêjim, ku kesekî Bav dîtîye. Ewê ku ji Xwedê ye, tʼenê Ewî Bav dîtîye. Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku bawer dike jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Ez im nanê jîyînê. Kal û bavêd we berʼîyêda mana xwarin û mirin. Lê ev e ew nanê ku ji eʼzmên hatîye xwarê, wekî her kesê ku jê bixwe nemire. Ez im nanê jîyînê ku ji eʼzmên hatime xwarê. Kʼî ku ji Vî nanî bixwe, wê hʼeta-hʼetayê bijî. Ew nanê ku Ezê bona jîyîna dinyayê bidim, ew bedena Min e». Li ser vê yekê cihû hevrʼa kʼetine deʼwê û gotin: «Eva çawa dikare bedena Xwe bide me ku em bixwin?» Hingê Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hʼeta ku hûn bedena Kurʼê Mêriv nexwin û xûna Wî venexwin, jîyînê nava weda tʼunebe. Yê ku bedena Min bixwe û xûna Min vexwe, wê jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê hebe û Ezê wî Rʼoja Axretê ji mirinê rʼakim. Çimkî bedena Min xwarina rʼast e û Xûna Min jî vexwarina rʼast e. Ewê ku bedena Min dixwe û xûna Min vedixwe, ew nava Minda dimîne, Ez jî nava wîda. Çawa Bav, kanîya jîyînê Ez şandim û bi destê Bavê Ez sax im, bi vî awayî jî yê ku Min bixwe, wê bi destê Min sax bimîne. Ev e Ew nanê ku ji eʼzmên hatîye xwarê. Ev ne mîna wî manayî ye, ku kal û bavêd we xwarin, lê mirin. Ewê ku Vî nanî bixwe, wê hʼeta-hʼetayê bijî». Îsa ev xeber kʼinîştêda gotin, gava Wî Kefernahûmêda hîn dikir. Ji şagirtêd Wî geleka gava ev xeber bihîstin, gotin: «Ev çi xeberne giran in! Kʼî dikare guhdarîya gotinêd Wî bike?» Lê Îsava eʼyan bû ku şagirt li ser vê yekê nava hevda dikine pʼiste-pʼist, wanrʼa got: «Ev yek we pʼişk dike? Lê hingê hûnê çi bêjin, heger bibînin Kurʼê Mêriv rʼadibe wî cîyê ku berê lê bû? Rʼuhʼ jîyînê dide, beden berga tiştekî nagire. Ew xeberêd ku Min werʼa gotin, Rʼuhʼ û jîyîn in. Lê nava weda hinek hene bawer nakin». Îsa hê serê sêrîda zanibû ku kʼî bawer nake û kʼî ye ewî ku wê nemamîya Wî bike. Û Wî got: «Bona vê yekê Min werʼa got: Kesek nikare bê cem Min hʼeta ku ew ji alîyê Bavêda jêrʼa nehatibe dayînê». Bona vê yekê ji şagirtêd Wî gelek paşda çûn û îdî tʼevî Wî nedigerʼîyan. Hingê Îsa ji her donzdeha pirsî: «Dibe ku hûn jî dixwazin herʼin?» Şimhʼûn-Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Xudan, emê herʼine cem kʼê? Gotinêd jîyîna hʼeta-hʼetayê cem Te ne. Û me bawer kirîye û em zanin ku Tu yî Pîrozê Xwedê». Îsa li wan vegerʼand û got: «Çima Min hûn her donzdeh nebijartin? Lê belê yek ji we cin e». Wî ev yek bona Cihûdayê kurʼê Şimhʼûnê Îsxeryotî digot, çimkî rʼast e ew yek ji her donzdeha bû, lê dîsa wê nemamîya Îsa bikira. Pey vê yekêrʼa Îsa Celîlêda digerʼîya. Wî nedixwest ku Cihûstanêda bigerʼîya, çimkî cihû pey kʼetibûn ku bikuştana. Gava Cejina cihûyaye Hʼolikçêkirinê nêzîk bû, birêd Wî jêrʼa gotin: «Ji vir rʼabe herʼe Cihûstanê, wekî şagirtêd Te ew kirêd ku Tu dikî bibînin. Çimkî merivê ku dixwaze aşkere xwe bide naskirinê, kirinêd xwe venaşêre. Heger Tu xweyê van kira yî, xwe dinyayêva eʼyan ke». Birêd Wî jî bawerîya xwe jê nedanîn. Îsa wanrʼa got: «Wextê Min hê nehatîye, lê her tʼim wext destê weda ye. Dinya nikare bijene we, lê dijene Min, çimkî Ez şeʼdetîyê didim, ku kirêd wê xirab in. Hûn xwexa hevraz herʼine vê cejinê, lê Ez hela hê nayêmê, çimkî wextê Min hê tʼam nehatîye». Ew yek wanrʼa got û li Celîlê ma. Lê çaxê birêd Wî hevraz çûne cejinê, Ew jî rʼabû çû wir, ne ku aşkere, lê bi dizîva. Wî çaxî cihû cejinêda lê digerʼîyan û digotin: «Ew kʼanê ye?» Nav eʼlaletêda bona Wî gelek xeberdan diçû. Hineka digot: «Ew merivekî qenc e», hineka jî digot: «Na, Ew cimeʼtê ji rʼê derdixe». Lê ji tirsa cihûya, kesî newêribû aşkere bona Wî tiştek bigota. Lê nîvê cejinêda Îsa hevraz çû kʼete pʼaristgehê û dest bi hînkirinê kir. Cihû eʼcêbmayî diman û digotin: «Evî nexwendîye, ew çawa haqas nivîsar zane?» Îsa li wan vegerʼand û got: «Hînkirina Min ne ji Min e, lê ji Wî ye, Yê ku Ez şandime. Heger merivek bixwaze eʼmirê Wî biqedîne, wê hingê bizanibe ev hînkirina Min gelo ji Xwedê ye, yan Ez xweserîxwe xeber didim. Yê ku xweserîxwe xeber dide, ew li navê xwe digerʼe, lê Ewê ku li navê Yê ku Ew şandîye digerʼe, Ew yekî rʼast e û li cem Wî qelpî tʼune. Ne Mûsa Qanûn da we? Û ji we tʼu kes jî Qanûnê naqedîne. Hûn çima dixwazin Min bikujin?» Cimeʼtê lê vegerʼand û gotê: «Tu cinakʼetî yî! Kʼî dixwaze Te bikuje?» Îsa li wan vegerʼand û got: «Min kʼeremetek kir, hûn hʼemû jî eʼcêbmayî mane. Mûsa sinetkirin da we, (ew jî ne ku ji Mûsa hat, lê ji kal û bava) û hûn rʼoja şemîyê mêriv sinet dikin. Heger hûn rʼoja şemîyê zarʼa sinet dikin wekî Qanûna Mûsa netʼerʼibe, îdî çima hûn hêrsa xwe li ser Min rʼadikin, wekî Min rʼoja şemîyêda merivek serda-pêda qenc kir? Li anegorî dîtina çʼeʼvêd xwe dîwanê nekin, lê li anegorî rʼastîyê dîwanê bikin». Hingê hineke ji Orşelîmê gotin: «Eva ne ew e, yê ku dixwestin bikuştana? Û va ye Ew aşkere xeber dide û tʼu kes jî jêrʼa tiştekî nabêje. Dibe ku serwêr pê hʼesîyane, ku Eva Mesîh e? Lê rʼast em zanin ku eva ji kʼu ye. Lê gava ku Mesîh bê, kesê nizanibe ku ew ji kʼu ye». Hingê Îsa pʼaristgehêda wextê hînkirinê dengê Xwe bilind kir û got: «Hûn Min nas dikin û zanin ku Ez ji kʼu me? Ez xweserîxwe nehatime. Lê Yê ku Ez şandime, Ew ser rʼastîyê ye, hûn Wî nas nakin. Ez Wî nas dikim, çimkî Ez ji Wî me û Ewî Ez şandime». Hingê kirin ku Wî bigirin, lê kesekî nikaribû Ew bigirta, çimkî hê wextê Wî nehatibû. Lê ji eʼlaletê geleka bawerîya xwe Wî anî û gotin: «Gava ku Mesîh bê, Ewê ji kirinêd vî zêdetir nîşana bike?» Fêrisîya ew gote-gota derheqa Wîda ji nava cimeʼtê bihîst û serekêd kʼahîna nobedar şandin, wekî Wî bigirin. Îsa got: «Ezê hinek wext jî tʼevî we bimînim, paşê Ezê herʼime cem Wî, Yê ku Ez şandime. Hûnê li Min bigerʼin, lê Min nabînin. Cîyê ku Ezê lê bimînim, hûn nikarin bên». Hingê cihûya hevdurʼa gotin: «Ev merivê kʼuda herʼe, ku emê Wî nebînin? Qey nêta Wî heye herʼe cem cimeʼta meye ku li nav yûnanada bela bûye û yûnana hîn ke? Ev çi xeberdan e ew dike: ‹Hûnê li Min bigerʼin û Min nebînin, cîyê ku Ezê lê bimînim, hûnê nikaribin bên›?» Rʼoja xilazîyê, rʼoja cejinêye here eʼzîz, Îsa sekinî û bi dengekî bilind got: «Heger yek tʼî ye, bira bê cem Min û vexwe. Ewê ku bawerîya xwe Min bîne, çawa ku nivîsar dibêje: ‹Wê ji nav-dilê wî çʼemêd ava jîyînê bikʼişin›». Îsa ev gotin bona wî Rʼuhʼê Pîroz got, kʼîjan ku bawermendêd Wî wê bistandana. Rʼuhʼê Pîroz hê nehatibû dayînê, çimkî Îsa hê nehatibû rʼûmetkirinê. Gava wana ev gotin bihîst, hinekêd ji eʼlaletê gotin: «Rʼastî jî eva ew pʼêxember e». Hineka jî got: «Eva Mesîh e», lê hinekêd din jî gotin: «Çima Mesîhê ji Celîlê bê? Ne nivîsar dibêje, ku Mesîhê ji zurʼeta Dawid û ji gundê Dawid wê bê, awa gotî ji Beytlehʼmê?» Bi vî awayî nav eʼlaletêda, li ser Wî dutîretî pêşda hat. Hinekêd ji wan xwestin Ew bigirtana, lê tʼu kesî dest neda Wî. Hingê nobedar vegerʼîyane cem fêrisî û serekêd kʼahîna. Wana ji nobedara pirsî: «We çima Ew neanî?» Nobedara li wan vegerʼand û gotin: «Tʼu kesî tʼu cara mîna wî merivî xeber nedaye!» Hingê fêrisîya li wan vegerʼand û gotin: «Îdî ewî hûn jî ji rʼê derxistine? Tʼu ji serwêr û fêrisîya kesekî bawerîya xwe jê anîye, pêştirî vê cimeʼta meʼrim, ku Qanûnê nizane û nifirʼ lê ye?» Nîkodêmo, yê ku berê çûbû cem Îsa û ji fêrisîya bû, wanrʼa got: «Gelo Qanûna me dîwana mêriv dike, hʼeta ku guhdarîya wî neke û nizanibe ku ew çi dike?» Li wî vegerʼandin û gotin: «Dibe ku tu jî ji Celîlê yî? Kʼûr eʼnene ke, tê bibînî ku ji Celîlê tʼu pʼêxember dernakʼevin». Û her kes çû mala xwe, lê Îsa çû çʼîyayê Zeytʼûnê. Serê sibehê zû Ew dîsa vegerʼîya pʼaristgehê, tʼemamîya cimeʼtê hate cem Wî. Ew rʼûnişt û destpêkir ew hîn kirin. Qanûnzan û fêrisîya jineke ku zinêkʼarîyêda hatibû girtinê anîn û li ber hʼemûya dane sekinandinê. Wana jêrʼa got: «Dersdar, eva jina zinêkʼarîyêda hate girtinê. Qanûnêda Mûsa tʼemî daye me, ku em yêd aha bidine ber kevira. Awa Tu çi dibêjî?» Bi vê gotinê Ew dicêrʼibandin, wekî nigê wan cî bigire, Wî neheq derxin. Lê Îsa Xwe qûz kir û bi tʼilîya Xwe li ser eʼrdê nivîsî. Lê gava wan serhev-serhev dipirsîn, Ewî serê Xwe bilind kir û wanrʼa got: «Nava weda kʼî bêgune ye, bira kevirê pêşin ew bavêje wê». Û dîsa Wî Xwe qûz kir û bi tʼilîya Xwe ser eʼrdê nivîsî. Wana ku ev yek bihîst, ji mezina girtî yek-yek derkʼetin. Îsa tʼenê ma û kʼulfet jî li wir sekinî mabû. Îsa serê Xwe bilind kir û wêrʼa got: «Eʼvdê, kʼanê ne? Kesekî tu neheq nekirî?» Ewê gote Wî: «Tʼu kes nema, ez xulam!» Û Îsa gotê: «Ez jî te neheq nakim. Herʼe û îdî ji vir şûnda guna neke». Îsa dîsa tʼevî wan xeber da û got: «Ez im rʼonaya dinyayê. Ewê ku pey Min bê, wê tʼu car teʼrîyêda negerʼe, lê wê rʼonaya wîye jîyînê hebe». Fêrisîya lê vegerʼand û gotinê: «Tu şeʼdetîyê bona Xwe didî, şeʼdetîya Te ne rʼast e». Îsa caba wana da û got: «Heger Ez Xwexa bona Xwe şeʼdetîyê didim, şeʼdetîya Min rʼast e, çimkî Ez zanim Ez ji kʼu hatime û kʼuda diçim. Lê hûn nizanin ku Ez ji kʼu têm, yan kʼuda diçim. Hûn li anegorî dîtina çʼeʼva dîwanê dikin, lê Ez dîwana tʼu kesî nakim. Lê heger Ez dîwanê bikim jî, dîwankirina Min rʼast e, çimkî Ez ne tʼenê me, Ez û Bav em hevrʼa ne, yê ku Ez şandime. Qanûna weda jî nivîsar e, ku şeʼdetîya du meriva rʼast e. Ez bona Xwe şeʼdetîyê didim û Bavê ku Ez şandime jî bona Min şeʼdetîyê dide». Hingê wan jê pirsî: «Kʼanê ye Bavê Te?» Îsa li wan vegerʼand û got: «Hûn ne Min nas dikin, ne jî Bavê Min. Heger we Ez nas bikirama, weyê Bavê Min jî nas bikira». Îsa ev xeber pʼaristgehêda wextê hînkirina Xwe gotin, li wê oda ku dîyarî têda dihate tʼopkirinê, lê kesî Ew negirt, çimkî hê wextê Wî nehatibû. Wî dîsa wanrʼa got: «Ez diçim, hûnê li Min bigerʼin û hûnê nav gunêd xweda bimirin. Hûn nikarin bêne wî cîyê ku Ezê herʼimê». Ser vê yekê cihûya got: «Dibe ku evê Xwe bikuje ku dibêje: ‹Hûn nikarin bêne wî cîyê ku Ezê herʼimê›?» Îsa wanrʼa got: «Hûn ji jêrê ne, Ez ji jorê me, hûn ji vê dinyayê ne, lê Ez ne ji vê dinyayê me. Bona vê yekê Min werʼa got, ku hûnê nav gunêd xweda bimirin. Heger hûn bawer nekin ku EZ EW IM, hûnê nav gunêd xweda bimirin». Hingê jê pirsîn: «Tu kʼî yî?» Îsa wanrʼa got: «Ez Ew im, Yê ku serê sêrîda werʼa dibêjim. Gelek tişt hene, ku Ez derheqa weda bêjim û dîwana we bikim. Lê Yê ku Ez şandime ser rʼastîyê ye û çi ku Min ji Wî bihîstîye, Ez dinyayêrʼa wê dibêjim». Wana xeberdana Wî feʼm nekir, ku Wî anî ser Bavê. Hingê Îsa wanrʼa got: «Kʼengê hûn Kurʼê Mêriv bilind kin, hûnê hingê bizanibin ku EZ EW IM û Min qet tʼu tişt xweserîxwe nekirîye, lê Bavê çawa Ez hîn kirime, Ez usa xeber didim. Û Yê ku Ez şandime tʼevî Min e û Wî Ez tʼenê nehiştime, çimkî Ez her gav kirinêd ku Wî xweş tên, dikim». Gava Îsa aha xeber da, gelek meriva bawerîya xwe Wî anî. Hingê Îsa gote wan cihûya, yêd ku bawerîya xwe Wî anîn: «Heger hûn ser hînkirina Min bimînin, hûnê rʼast şagirtêd Min bin. Hûnê rʼastîyê nas kin û rʼastîyê we aza ke». Wana lê vegerʼand û gotinê: «Em ji zurʼeta Birahîm in û tʼu car me xulamtî kesîrʼa nekirîye. Tu çawa dibêjî: ‹Hûnê aza bin›?» Îsa li wan vegerʼand û got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, her kesê ku guna dike, ew xulamê guna ye. Xulam hʼeta-hʼetayê malêda namîne, lê kurʼ hʼeta-hʼetayê dimîne. Awa heger Kurʼê Xwedê we aza ke, hûnê rʼastî aza bin. Ez zanim ku hûn ji zurʼeta Birahîm in, lê hûn dikin ku Min bikujin, çimkî xeberêd Min dilê weda cî nabin. Min çi ku cem Bavê Xwe dîtîye, Ez wê dibêjim, we jî çi ku cem bavê xwe bihîstine wê yekê dikin». Wana lê vegerʼand û gotinê: «Bavê me Birahîm e». Îsa wanrʼa got: «Heger hûn zarʼêd Birahîm bûna, weyê kirêd Birahîm bikirana. Lê niha hûn dikin ku Min bikujin, yekî usa ku rʼastî ji Xwedê bihîstîye, werʼa dibêje. Birahîm tiştekî aha nekir. Hûn kirêd bavê xwe dikin». Hingê Wîrʼa gotin: «Em rʼîya zinêkʼarîyêda dinê nekʼetine! Bavekî me heye, Ew jî Xwedê ye». Îsa wanrʼa got: «Heger Xwedê Bavê we bûya, weyê Ez hʼiz bikirama, çimkî Ez ji cem Xwedê rʼabûm hatime vir. Ez ne ku xweserîxwe hatime, lê Ewî Ez şandime. Çima hûn tiştêd ku Ez dibêjim feʼm nakin? Çimkî hûn nikarin gotinêd Min bibin. Hûn bavê xweda ji mîrêcin in û dixwazin xwestinêd bavê xwe bînine sêrî. Ew ji serê sêrîda qetʼil bû û wî tʼu car xwe rʼastîyê negirtîye, çimkî nava wîda rʼastî tʼune. Gava ew derewa dike, ew gora binyatʼa xwe dike, çimkî ew derewîn e û bavê derewa ye. Lê çimkî Ez rʼastîyê dibêjim, hûn Min bawer nakin. Ji we kʼî dikare îzbat ke, ku gunê Min heye? Awa heger rʼastîyê dibêjim, çima hûn Min bawer nakin? Ewê ku ji Xwedê ye, gotinêd Xwedê dibihê. Bona wê yekê hûn gotinêd Xwedê nabihên, çimkî hûn ne ji Xwedê ne». Cihûya lê vegerʼand û gotinê: «Çima em rʼast nabêjin, ku Tu samerî yî û cina dikʼevî?» Îsa wanrʼa got: «Ez cina nakʼevim. Ez qedirê Bavê Xwe digirim, lê hûn Min bêhurmet dikin. Ez rʼûmeta navê Xwe nagerʼim, lê yek heye ku lê digerʼe û serda dinihêrʼe. Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, heger yek gotina Min xwey ke, ew tʼu car mirinê nabîne». Hingê cihûya jêrʼa got: «Îdî em zanin ku Tu cina dikʼevî! Birahîm jî mir, pʼêxember jî mirin û niha Tu dibêjî: ‹Heger yek gotina Min xwey ke, tʼu car namire›. Çima Tu ji bavê me Birahîm çêtir î? Ew mir, pʼêxember jî mirin. Tu Xwe dewsa kʼê datînî?» Îsa cab da: «Heger Ez xwexa rʼûmeta navê Xwe bilind kim, rʼûmeta navê Min ne tiştek e. Ew, Bavê Min e, Yê ku rʼûmeta navê Min bilind dike, kʼîjanîrʼa hûn dibêjin: ‹Xwedêyê me ye›. Hûn Wî qet nas nakin, lê Ez Wî nas dikim. Heger Ez bêjim, Ez Wî nas nakim, Ezê jî mîna we derew derêm, lê Ez Wî nas dikim û gotina Wî xwey dikim. Bavê we Birahîm hʼeyra wê rʼoja Minda bû, wî dît û şa bû». Bona vê yekê cihûya jêrʼa got: «Tu hê pêncî salî tʼune yî! Te Birahîm jî dîtîye?» Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hê berî Birahîm EZ HEME». Hingê wan kevir hildan ku bavêjine Wî, lê Îsa Xwe ji wan vedizî û ji pʼaristgehê derkʼete derva çû. Gava ku Îsa derbaz dibû, Ewî merivekî ji zikmakîyêda kor dît. Şagirtêd Wî jê pirsîn: «Dersdar, gunê kʼê ye ku ev meriva kor ji dîya xwe bûye? Gunê wî ye, yan yê dê û bavê wî ye?» Îsa li wan vegerʼand û got: «Ne gunê wî ye, ne jî yê dê û bavê wî ye, lê ev yek aha bûye, wekî kirêd Xwedê li ser wî bêne eʼyankirinê. Hʼeta ku rʼoj heye, gerekê em kirêd Wî bikin, Yê ku Ez şandime. Şev tê, hingê tʼu kesê nikaribe tiştekî bike. Hʼeta ku Ez dinyayêda me, rʼonaya dinyayê me». Ewî ev yek ku got, tʼûyî eʼrdê kir, ji tʼûkê hʼerʼî çêkir, ew hʼerʼî çʼeʼvê wî merivî da û jêrʼa got: «Herʼe serçʼeʼvê xwe hʼewzê Sîlwamêda bişo», (ku ev nav tê feʼmkirin «Şandî»). Ewî jî çû serçʼeʼvê xwe şûşt û bi çʼeʼvêd vebûyî vegerʼîya. Cînarêd Wî û ewêd ku berê ew dîtibûn ku wî pʼars dikir, digotin: «Eva ewî kor nîne, ku rʼûdinişt û pʼars dikir?» Hineka digot: «Eva ew e», hineka jî digot: «Na, ne ew e, lê mîna wî ye». Lê wî xwexa digot: «Ez ew im». Hingê jê pirsîn: «Ku usa ye çʼeʼvêd te çawa vebûne?» Ewî li wan vegerʼand û got: «Ew merivê ku jêrʼa dibêjin Îsa, Ewî hʼerʼî çêkir û li çʼeʼvêd min dan û minrʼa got: ‹Herʼe hʼewzê Sîlwamê û serçʼeʼvê xwe bişo›. Ez jî çûm, min serçʼeʼvê xwe şûşt û çʼeʼvêd min vebûn». Wana jê pirsî: «Kʼa Ew kʼu ye?» Ewî got: «Ez nizanim». Wana ew merivê ku berê kor bû, birine cem fêrisîya. Ew rʼoja ku Îsa hʼerʼî çêkir û çʼeʼvêd wî vekirin, şemî bû. Fêrisîya jî jê pirsî, kʼa çawa çʼeʼvêd wî vebûne? Ewî wanrʼa got: «Hʼerʼî li çʼeʼvêd min da, min serçʼeʼvê xwe şûşt û niha ez dibînim». Hingê hineke ji fêrisîya got: «Ev meriva ne ji Xwedê ye, çimkî Ew rʼoja şemîyê xwey nake». Lê hineka jî digot: «Merivekî gunekʼar çawa dikare van kʼeremeta bike?» Bi vî awayî nav wanda bû dutîretî. Hingê, dîsa gotine yê ku kor bû: «Tu çi dibêjî bona Ewî ku çʼeʼvêd te vekirin?» Ewî jî got: «Ew pʼêxember e». Lê cihûya bawer nedikir ku ew kor bûye û çʼeʼvêd wî vebûne, hʼeta gazî dê û bavê wî nekirin û ji dê û bavê wî nepirsîn: «Ev e ew kurʼê weyî ku hûn dibêjin, ji zikmakîyêda kor e? Eva çawa niha dibîne?» Dê û bavê wî li wan vegerʼandin û gotin: «Em zanin ku eva kurʼê me ye û ji zikmakîyêda kor e. Lê niha ew çawa dibîne, em nizanin, yan kʼê çʼeʼvêd wî vekirine, em wê jî nizanin. Ew îdî mezin e, ji wî bipirsin, bira ew caba xwe bide». Dê û bavê wî ji tirsa cihûya aha gotin, çimkî cihûya pêşda ya xwe kiribûne yek: «Heger kʼî bêje Îsa Mesîh e, ewê ji kʼinîştê bê derxistinê». Lema dê û bavê wî gotin: «Ew îdî mezin e, ji wî bipirsin». Awa cara duda wana gazî wî merivê ku kor bû kirin û gotinê: «Ber Xwedê rʼast bêje! Em zanin ku Ew Meriva gunekʼar e». Ewî li wan vegerʼand û got: «Ez nizanim Ew gunekʼar e, yan na, lê ez tʼenê tiştekî zanim ku ez kor bûm û niha dibînim». Dîsa ji wî pirsîn: «Ewî çi te kir? Çʼeʼvêd te çawa vekirin?» Ewî li wan vegerʼand û got: «Min hêja werʼa got, lê we guhdarî nekir. Çima hûn dixwazin dîsa bibihên? Dibe ku hûn jî dixwazin bibine şagirtêd Wî?» Wana ew bêhurmet kir û gotin: «Tu yî şagirtê Wî, lê em şagirtêd Mûsa ne! Em zanin ku Xwedê tʼevî Mûsa xeber daye, lê bona Vî em nizanin ku Ew ji kʼu ye!» Evî merivî li wan vegerʼand û got: «Hema ev e eʼcêba giran, ku hûn nizanin Ew ji kʼu ye, lê Wî çʼeʼvêd min vekirin. Em zanin ku Xwedê dengê gunekʼara nabihê. Lê heger merivek xwedênas e û xwestina Wî dike, Xwedê dengê wî dibihê. Hê berêda tʼu cara qet nehatîye bihîstinê, ku yekî çʼeʼvêd merivekî zikmakîyêda kor vekiribin. Heger Eva Meriva ji Xwedêda nîbûya Wî nikaribû tʼu tişt bikira». Caba wî dan û gotin: «Tu serda-pêda nav gunada dinê kʼetî yî û me hîn dikî?» Û ew ji kʼinîştê derxistine der. Gava Îsa bihîst ku ew derxistine der, ew dît û jêrʼa got: «Tu bawerîya xwe Kurʼê Mêriv tînî?» Ewî pirsî û gotê: «Ez xulam, Ew Kʼî ye, wekî ez bawerîya xwe Wî bînim?» Îsa jêrʼa got: «Te Ew dît û Ew e Yê ku niha tʼevî te xeber dide». Ewî got: «Xudan, ez bawer dikim!» û ber Wî ta bû. Îsa got: «Ez bona dîwankirinê hatime vê dinyayê, wekî yêd ku nabînin bibînin û yêd ku dibînin kor bin». Hineke ji fêrisîya li wir hazir bûn, gava ev yek bihîstin, jêrʼa gotin: «Çima em jî kor in?» Îsa gote wan: «Heger hûn kor bûna, gunêd weyê tʼunebûna. Lê niha hûn ku dibêjin: ‹Em dibînin›, didine kʼifşê ku hûn nava gunêd xweda dimînin. Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku dêrîrʼa nakʼeve axilê pêz, lê cîkî dinrʼa dikʼevê, ew diz û qaçax e. Lê ewê ku dêrîrʼa dikʼevê, ew şivanê pêz e. Dergehvan derî li ber vedike, pez dengê wî dibihê û ew bi nava gazî pezêd xwe dike û wan derdixe derva. Gava ew pezêd xwe gişkî derdixe, pêşîyê dikʼeve û pez jî pey wî diçe, çimkî dengê wî nas dikin. Ew tʼu car pey yekî xerîb naçin, lê ji wî dirʼevin, çimkî dengê yê xerîb nas nakin». Îsa ev mesele wanrʼa got, lê wan feʼm nekir, ku Ew çi wanrʼa dibêje. Awa Îsa dîsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, Ez im derê pêz. Ew hʼemûyêd ku berî Min hatine diz û qaçax in, lê pêz guhdarîya wan nekirîye. Ez im derî. Yê ku bi destê Min bikʼeve hindurʼ, wê xilaz be. Ewê bikʼeve hindurʼ, derkʼeve û çʼêrê bibîne. Diz tʼenê bona dizîyê, kuştinê û qirʼkirinê tê. Lê Ez hatime ku jîyîna wan hebe, jîyîna ser jîyînê. Ez im şivanê qenc. Şivanê qenc eʼmirê Xwe bona pezê Xwe dide. Lê yê pʼîgar, ku ne şivan e û pez jî ne yê wî ye, gava dibîne gur tê, ew pêz dihêle û dirʼeve. Gur jî dikʼeve nava pêz tʼûrʼ-tʼûrʼî dike. Pʼîgar dirʼeve, çimkî ew pʼîgar e û li ber pêz nakʼeve. Ez im şivanê qenc. Ez yêd Xwe nas dikim û yêd Min jî Min nas dikin, çawa ku Bav Min nas dike, Ez jî usa Wî nas dikim û eʼmirê Xwe bona pezêd Xwe didim. Pezêd Mine din jî hene, yêd ku ne vî axlîda ne. Gerekê Ez wana jî bînim û ewê dengê Min bibihên û bibine kerîk ber şivanekî. Bona vê yekê Bav Min hʼiz dike, çimkî Ez eʼmirê Xwe didim, wekî Ez wê dîsa bistînim. Tʼu kes wî eʼmirî ji Min nastîne, lê Ez Xwexa wî didim. Hʼukumê Min heye, Ez wî bidim û hʼukumê Min heye dîsa wî bistînim. Min ev tʼemî ji Bavê Xwe standîye». Bona vê xeberdanê dîsa nava cihûyada bû dutîretî. Ji wan geleka digot: «Eva cinakʼetî ye û dîn e. Çima hûn guhdarîya Wî dikin?» Hinekêd din jî digotin: «Eva xeberdana ne ya cinakʼetîya ye. Qet cin dikarin çʼeʼvêd kora vekin?» Hingê li Orşelîmê Cejina Pîrozkirina Pʼaristgehê hat û zivistan bû. Îsa li pʼaristgehê hêwangeha Silêmanda digerʼîya. Cihûya li dora Wî girt û jê pirsîn: «Hʼeta kʼengê Tê me şikêda bihêlî? Heger Tu yî Mesîh, merʼa aşkere bêje!» Îsa li wan vegerʼand û got: «Min werʼa got, lê we bawer nekir. Ew kirêd ku Ez bi navê Bavê Xwe dikim, ew bona Min şeʼdetîyê didin, lê hûn bawer nakin, çimkî hûn ne ji pezêd Min in. Pezêd Min dengê Min dibihên, Ez jî wan nas dikim û ew pey Min tên. Ez jîyîna hʼeta-hʼetayê didime wan û ew tʼu car unda nabin û tʼu kesê wan ji destê Min dernexe. Ewêd ku Bavê Min dane Min, ser her tiştîrʼa ne û tʼu kes nikare wan ji destê Bavê Min derxe. Ez û Bav yek in». Li wir cihûya dîsa kevir hildan, ku Wî bidine ber kevira. Îsa wanrʼa got: «Min ji Bavê gelek kirêd qenc nîşanî we kirin. Hûn bona kʼîjan kirî Min didine ber kevira?» Cihûya lê vegerʼand û gotinê: «Em bona kirêd qenc Te nadine ber kevira, lê çimkî Tu Xwedê bêhurmet dikî! Tu meriv î, lê Xwe dikî Xwedê». Îsa li wan vegerʼand û got: «Ne Qanûna weda nivîsar e, ku Xwedê got: ‹Hûn Xwedê ne›? Heger Ew wan ‹Xwedê› hʼesab dike, kʼîjanarʼa xebera Xwedê hatîye dayînê (û nabe jî ku ew nivîsar betal be), de îjar hûn Wîrʼa çawa dibêjin: ‹Tu Xwedê bêhurmet dikî›, Yê ku Bavê pîroz kir û şande dinyayê, çimkî Min got: ‹Ez Kurʼê Xwedê me›. Heger Ez kirêd Bavê Xwe nakim, Min bawer nekin. Lê wekî dikim, heger hûn Min bawer nakin jî, hema wan kirêd ku Ez dikim bawer bikin, wekî hûn bizanibin û feʼm kin, ku Bav nava Minda ye û Ez nava Wîda me». Hingê dîsa xwestin ku Wî bigirin, lê Îsa ji destê wan derkʼet. Îsa dîsa derbazî wî alîyê çʼemê Ûrdunê bû û li wê derê ma, wî cîyê ku Yûhʼenna pêşda dinixumand. Gelek meriv dihatine cem Wî û nav xweda digotin: «Yûhʼenna tʼu nîşan nekir, lê çi tiştêd ku Yûhʼenna derheqa Vî merivîda gotine, hʼemû rʼast derkʼetin». Û li wê derê geleka bawerîya xwe Wî anî. Merivek hebû navê wî Lazar, ew nexweş kʼet. Ew ji Beytanyayê bû, ji wî gundê Meryemê û xûşka wê Mertʼayê. Eva ew Meryema bû, ya ku rʼûnê bînxweş li Xudan dabû û bi pʼorʼê xwe nigêd Wî paqij kiribûn, ew Lazarê birê wê bû nexweş. Awa her du xûşka Îsarʼa cab şandin û gotin: «Xudan, va ewî ku Tu jê hʼiz dikî nexweş e». Îsa gava ev yek bihîst, got: «Ev ne nexweşîya mirinê ye, lê bona rʼûmeta Xwedê ye, wekî bi wê yekê rʼûmeta Kurʼê Xwedê bilind be». Îsa Mertʼa, xûşka wê û Lazarê birê wan hʼiz dikirin. Lê gava Wî bihîst ku Lazar nexweş e, Ew du rʼojêd din jî li wî cîyî derengî bû. Peyrʼa Wî şagirtêd Xwerʼa got: «Werin em dîsa herʼine Cihûstanê». Şagirta jêrʼa got: «Dersdar, çendek pêşda cihûya dikir ku Te bidine ber kevira, Tu dîsa diçî wê derê?» Îsa li wan vegerʼand û got: «Ne rʼoj donzdeh sihʼet e? Heger yek rʼojê bigerʼe ew nalikʼume, çimkî rʼonaya vê dinyayê dibîne. Lê heger yek şevê bigerʼe, ew dilikʼume, çimkî tʼevî wî rʼonayî tʼune». Pey vê xeberdanêrʼa Ewî wanrʼa got: «Pismamê me Lazar xewrʼa çûye, lê Ezê herʼim ku wî hʼişyar kim». Şagirta jêrʼa got: «Xudan, heger ew rʼazaye, wê rʼabe ser xwe». Îsa derheqa mirina wîda digot, lê wan tʼirê ku Ew bona rʼazana wî dibêje. Hingê Îsa aşkere wanrʼa got: «Lazar mir. Û Ez şa me ku ne li wira bûm, çimkî eva yeka wê bona kʼara bawerîya we be. Lê dîsa werin em herʼine cem wî». Hingê Tʼûmayê ku digotinê «Heval-cêwî», şagirtêd hevalêd xwerʼa got: «Em jî herʼin, ku tʼevî Wî bimirin». Gava Îsa çû, Wî dît ku îdî ew çar rʼojê Lazar bû defin kiribûn. Beytanya nêzîkî Orşelîmê bû, weke sê kîlomêtira jê dûr bû. Gelek cihû hatibûne serxweşîya Mertʼa û Meryemê, bona mirina birê wan. Gava Mertʼayê bihîst ku Îsa tê, ew pêşîya Wîda çû, lê Meryem malda ma. Mertʼayê gote Îsa: «Xudan, heger Tu vir bûyayî, birê min nedimir. Lê niha jî ez zanim Tu çi ji Xwedê bixwazî, Ewê bide Te». Îsa gote wê: «Birê teyê ji mirinê rʼabe». Mertʼayê lê vegerʼand: «Ez zanim Rʼoja Axretê, Rʼoja Rʼabûnê ewê rʼabe». Îsa gote wê: «Ez im rʼabûn û jîyîn! Ewê ku bawerîya xwe Min bîne, heger bimire jî wê bijî. Û ewê ku dijî û bawerîya xwe Min tîne, ew qet namire. Tu vê yekê bawer dikî?» Mertʼayê Wîrʼa got: «Belê Xudan, ez bawer dikim, ku Tu Mesîh î, Kurʼê Xwedê, Yê ku wê bihata dinyayê». Pey vê gotinêrʼa, çû gazî xûşka xwe Meryemê kir û dizîva gotê: «Dersdar hatîye û gazî te dike». Gava ku wê bihîst, zû rʼabû çû. Îsa hê nekʼetibû gund, lê li wî cîyî mabû, kʼîderê Mertʼa rʼastî Wî hatibû. Cihûyêd ku malêda tʼevî wê bûn û li ber dilê wêda dihatin, gava dîtin ku Meryem zû rʼabû derkʼete derva, dane pey wê çûn. Wan tʼirê ku ew diçe ser tʼirbê bigirî. Gava Meryem gihîşte wî cîyî ku Îsa lê bû, Ew dît, xwe avîte ber niga û gotê: «Xudan, heger Tu li vê derê bûyayî, birê min nedimir». Gava ku Îsa çʼeʼv girîyê wê û girîyê cihûyêd ku pêrʼa hatibûn kʼet, kʼesera kʼûr hatê û dilê Wî êşîya. Û ji wan pirsî: «We ew li kʼu defin kirîye?» Wîrʼa gotin: «Xudan, were û bibîne». Îsa girîya. Hingê cihûya got: «Dîna xwe bidinê, çiqas jê hʼiz dikir!» Ji wan hineka jî got: «Evî ku çʼeʼvêd yê kor vekirin, nikaribû usa bikira, ku ev meriva jî nemira?» Li ser vê yekê Îsa dîsa kʼûr kʼeser kʼişand û çû ser tʼirbê. Ew tʼirb şkeftek bû û kevirek ber devê wê bû. Îsa got: «Vî kevirî wêda kin». Xûşka yê mirî, Mertʼayê Wîrʼa got: «Xudan, îdî niha bîn kʼetîyê, îro çarê wî ye mirîye». Îsa gote wê: «Min terʼa negot, heger tu bawer bikî, tê rʼûmeta Xwedê bibînî?» Hingê kevir wêda kirin. Îsa serê Xwe bilind kir û got: «Bavo, Ez zeʼf rʼazî me ku Te dengê Min bihîst. Ez zanim ku Tu her gav dengê Min dibihêyî, lê Min bona xatirê vê cimeʼta sekinî got, wekî bawer bikin ku Te Ez şandime». Pey vê gotinêrʼa bi dengekî bilind kire gazî: «Lazar, derkʼeve!» Yê mirî jî dest û pʼîyêd wî bi kʼitan kʼefenkirî û serçʼeʼvê wî bi destmalekê nixamtî derkʼete derva. Îsa wanrʼa got: «Wî vekin û bihêlin bira herʼe». Hingê gelek cihûyêd ku hatibûne cem Meryemê, ev kirina Îsa ku dîtin, bawerîya xwe Wî anîn. Lê ji wan hinek jî çûne cem fêrisîya û ev kirina Îsa wanrʼa gotin. Û hingê fêrisî û serekêd kʼahîna civîna giregira gîhandine hev û gotin: «Emê çi bikin? Eva meriva gelek nîşana dike. Heger em Wî aha bihêlin, hʼemû wê bawerîya xwe Wî bînin û rʼomayî jî wê bên, cîyê meyî pîroz wêran kin û kʼoka miletê me jî bînin». Yekî ji wan, Qeyafayê ku wê salê serekkʼahîn bû, wanrʼa got: «Hûn qet tiştekî feʼm nakin! Ne jî digihîjine gilîya ku merʼa hê dest dide merivek bimire bona cimeʼtê, ne ku tʼemamîya milet unda be». Ev yeka ewî hʼemdê xwe negot, lê çimkî ew serekkʼahînê wê salê bû, pʼêxembertî kir, ku Îsayê ber miletva bimire. Û ne ku tʼenê bona milet, lê bona zarʼêd Xwedêye belabûyî jî, ku wan bicivîne û bike yek. Awa îdî pey wê rʼojêrʼa şêwira kuştina Îsa kirin. Bona vê yekê Îsa îdî aşkere nava cihûyada nedigerʼîya, lê ji wir çû berʼîyê cîkî nêzîkî bajarê ku jêrʼa Efrayîm digotin û tʼevî şagirtêd Xwe li wê derê ma. Cejina cihûyaye Derbazbûnê nêzîk bû, gelek merivêd ji dor-bera berî cejinê hevraz çûne Orşelîmê, wekî li gora eʼdet xwe bişon-veşon. Hingê ewana li wê derê Îsa digerʼîyan û pʼaristgehêda disekinîn, ji hevdu dipirsîn: «Hûn çi dibêjin? Ewê eʼse neyê vê cejinê?» Fêrisî û serekêd kʼahîna jî eʼmir derxistibûn, heger kesek bizanibe Ew li kʼu derê ye, gerekê guhê wan pê xin, wekî ew Wî bigirin. Şeş rʼoj berî Cejina Derbazbûnê, Îsa hate Beytanyayê, wî cîyê ku Lazar lê dima, yê ku Îsa ew ji nav mirîya rʼakiribû. Li wê derê wana qedirek jêrʼa kirin. Mertʼayê xizmetkʼarî dikir, Lazar jî tʼevî Îsa nava wanda li ser sifrê rʼûniştî bû. Hingê Meryemê lîtirekî rʼomayî bi rʼûnê nardêyî safî û biha hilda, ser nigêd Îsada kir û pê pʼorʼê xwe nigêd Wî ziha kirin. Bîna rʼûnê nardê mal hilda. Lê ji şagirtêd Wî yekî, Cihûdayê Îsxeryotî, yê ku wê paşê nemamîya Wî bikira got: «Çima ev rʼûnê nardê sêsid zîvî nehate firotanê, ku li belengaza bihata belakirinê?» Ewî ev yek digot, ne ku xema wî belengaz bûn, lê çimkî ew diz bû, kʼîsikê pʼera cem wî bû û çi ku dikʼetê, ewî jê diçʼopand. Hingê Îsa gote wî: «Ji wê kʼulfetê vegerʼe. Îdî çima vî rʼûnî hʼeta rʼoja definkirina Min xwey ke? Feqîrê her gav tʼevî we bin, lê Ezê her gav tʼevî we nîbim». Ji cihûya geleka bihîst ku Îsa li wê derê ye hatin. Ew ne ku tʼenê bona Îsa hatin, lê wekî Lazarê ku ji nav mirîya rʼakirîye jî bibînin. Hingê serekêd kʼahîna şêwirîn ku Lazar jî bikujin, çimkî rʼûyê wîda gelek cihû diçûn bawerîya xwe Îsa danîn. Rʼoja dinê eʼlaleteke giran ku hatibû cejinê, gava bihîst ku Îsa tê Orşelîmê, wana çʼiqilêd xurmê hildan çûne pêşîya Wî û kirine qîrʼîn: «Hosanna! Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê, Pʼadşê Îsraêlê!» Îsa ceʼşikek dît û lê sîyar bû, çawa nivîsar e: «Netirse bajarê Sîyonê. Va ye Pʼadşê te tê, li ceʼşika kʼerê sîyar bûyî». Şagirtêd Wî pêşîyê eva yeka feʼm nekirin, lê gava Îsa kʼete rʼûmeta Xwe, hingê hate bîra wan, ku ev yek bona Wî hatibû nivîsarê û bona Wî eva yeka kirin. Ew cimeʼta ku hingê tʼevî Wî bû, gava Wî Lazar ji mirinê rʼakir û eʼmir kir ku ji gorʼê derê, şeʼdetîya wê yekê dida. Bona vê yekê cimeʼt pêşîya Wîda çû, çimkî wana bihîstibû ku Ewî eva nîşana kirîye. Fêrisîya jî hevrʼa got: «Hûn dibînin eva yeka ji qewata me der e. Va tʼemamîya dinyayê pey Wî çû!» Nav wanda çend yûnan jî hebûn, ku bona hʼebandinê cejinêda hevraz çûbûne Orşelîmê. Evana hatine cem Fîlîpoyê ji bajarê Beytsayda Celîlê hîvî jê kirin û gotinê: «Em xulam, em dixwazin Îsa bibînin». Fîlîpo çû eva yeka Endrawisrʼa got, Endrawis û Fîlîpo jî çûn Îsarʼa gotin. Îsa li wan vegerʼand û got: «Ew sihʼeta ku Kurʼê Mêriv wê bê rʼûmetkirinê pêrʼa gihîşt. Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, heger hʼeba gênim nekʼeve eʼrdê û nemire, ewê tʼenê bimîne, lê heger ew bimire, wê gelek ber bide. Yê ku eʼmirê xwe hʼiz dike, ewê unda ke, lê ewê ku li vê dinyayê dijene eʼmirê xwe, ew wî bona jîyîna hʼeta-hʼetayê xwey dike. Ewê ku bixwaze Minrʼa xizmetkʼarîyê bike, bira pey Min bê. Ez li kʼu derê bim, xizmetkʼarê Min jî wê li wê derê be. Heger yek Minrʼa xizmetkʼarîyê dike, Bav jî wê qedirê wî bigire. Niha agir dilê Min kʼetîye. Ez çi bêjim? Bêjim: ‹Bavo, Min ji vê sihʼetê xilaz ke›? Ne Ez bona vê sihʼetê hatime? Bavo, navê Xwe bilind ke». Hingê dengek ji eʼzmên hat: «Min bilind kir û Ezê dîsa bilind kim!» Ew eʼlaleta ku li wir sekinîbû dibihîst got: «Gurʼînîya eʼzmên bû». Hineka jî digot: «Milyakʼetekî tʼevî Wî xeber da». Îsa cab da û got: «Eva denga bona Min nehat, lê bona we. Niha ye wextê dîwana vê dinyayê, niha serwêrê vê dinyayê wê bê avîtinê derva. Gava Ez ji eʼrdê berbi jor bême hildanê, Ezê hʼemûya berbi Xwe bikʼişînim». Ewî bi vê gotinê dida feʼmkirinê, ku Ewê bi çi cûrʼeyî bimire. Hingê eʼlaletê lê vegerʼand û gotê: «Me ji Qanûnê bihîstîye ku Mesîhê hʼeta-hʼetayê bimîne. Îdî Tu çawa dibêjî: ‹Gerekê Kurʼê Mêriv berbi jor bê hildanê›? Kʼî ye ew ‹Kurʼê Mêriv›?» Îsa wanrʼa got: «Hinek wext jî rʼonayî wê tʼevî we be. Hʼeta ku rʼonayî tʼevî we ye, bimeşin, nebe ku teʼrî ser weda bê. Ewê ku teʼrîyêda dimeşe, ew nizane kʼuda diçe. Hʼeta ku rʼonayî tʼevî we ye, bawerîya xwe rʼonayê bînin, wekî hûn bibine zarʼêd rʼonayê». Gava Îsa ev yekana gotin çû û Xwe ji ber wan veşart. Ser haqas nîşanarʼa ku Wî li ber wan kirin, lê wana dîsa bawerîya xwe li Wî nedanîn. Ev yek aha bû, wekî ew gotina Îşaya pʼêxember bê sêrî: «Xudan, kʼê ew gotina ku me got bawer kir? Û zenda Xudan kʼêva eʼyan bû?» Bona wê yekê wana nikaribû bawer bikirana, çimkî Îşaya aha jî gotîye: «Xwedê çʼeʼvêd wan kor kirin û ava rʼeş anî ser hʼişê wan, wekî bi çʼeʼva nebînin, bi hʼişa feʼm nekin û venegerʼin ku Ez wan qenc kim». Îşaya aha got, çimkî wî rʼûmeta Îsa dît û li ser Wî xeber da. Lê belê dîsa jî ji serwêra geleka bawerîya xwe Wî anî. Lê ji tirsa fêrisîya, li xwe mukurʼ nedihatin, ku ji kʼinîştê neyêne derxistinê. Li wan hê xweş dihat ku meriv pesinê wan bidin, ne ku Xwedê. Hingê Îsa bi dengekî bilind got: «Ewê ku bawerîya xwe Min tîne, ew bawerîya xwe Min nayne, lê Yê ku Ez şandime. Û ewê ku Min dibîne, yê ku Ez şandime dibîne. Ez çawa rʼonayîdar hatime dinyayê, wekî her kesê ku bawerîya xwe Min bîne, teʼrîyêda nemîne. Heger yek gotina Min bibihê û neqedîne, Ez dîwana wî nakim. Ez nehatime ku dîwana dinyayê bikim, lê wekî dinyayê xilaz kim. Ewê ku Min tʼexsîr dike û gotinêd Min qebûl nake, yek heye ku wê dîwana wî bike, awa gotî ew gotina ku Min gotîye, ewê Rʼoja Axretê dîwana wî bike. Çimkî Min xweserîxwe negotin, lê Bavê ku Ez şandime, Ewî tʼemî daye Min ku Ez çi bêjim û çi xeber dim. Û Ez zanim ku tʼemîya Wî jîyîna hʼeta-hʼetayê ye. Awa çi ku Ez dibêjim, çawa Bavê gotîye Min Ez usa dibêjim». Berî Cejina Derbazbûnê, Îsa zanibû ku sihʼeta Wî pêrʼa gihîştîye ku ji vê dinyayê derê û herʼe cem Bavê. Ewî hʼemûyêd Xweye ku vê dinyayêda hʼiz kiribûn, hʼeta dereca here bilind jî ew hʼiz kirin. Wextê şîvxwarinê, mîrêcin qelpê xirab avîte dilê Cihûdayê kurʼê Şimhʼûnê Îsxeryotî, ku nemamîya Îsa bike. Îsa zanibû ku Bavê her tişt daye destê Wî, Ew ji cem Xwedê hatîye û wê dîsa vegerʼe cem Xwedê. Hingê Ew ji ser şîvê rʼabû, pʼotê Xwe danî alîkî û pʼêşgîrek hilda li pişta Xwe girêda. Paşê av kire tʼeştê û destpêkir nigêd şagirtêd Xwe şûştin û bi pʼêşgîra girêdayî ziha kirin. Gava dor gihîşte Şimhʼûn-Petrûs, ewî gotê: «Xudan, Tê nigêd min bişoyî?» Îsa lê vegerʼand û gotê: «Ez niha çi dikim tu feʼm nakî, lê paşê tê feʼm bikî». Petrûs jêrʼa got: «Tʼu car Tê nigêd min neşoyî!» Îsa lê vegerʼand û gotê: «Heger Ez nigêd te neşom, pʼara te wê tʼevî Min tʼunebe». Şimhʼûn-Petrûs Wîrʼa got: «Xudan, ku usa ye ne tʼenê nigêd min, lê dest û serê min jî bişo!» Îsa gotê: «Ewê ku hatîye şûştinê, pêştirî niga, wekî mayîn ne hʼewce ye dereke din bê şûştinê. Ew xwexa tʼemam-pêva paqij e. Hûn paqij in, lê ne ku hʼemû». Çimkî Îsa zanibû kʼî wê nemamîya Wî bike, bona wê yekê got: «Hûn hʼemû ne paqij in». Gava nigêd wan şûştin, pʼotê Xwe avîte ser Xwe û dîsa li ser sifrê rʼûnişt. Ji wan pirsî: «Gelo hûn zanin ku Min bona we çi kir? Hûn Min Dersdar û Xudan hʼesab dikin, hûn rʼast dikin, Ez hema usa jî heme. Awa heger Min bi vê Xudan û Dersdarîya Xweva nigêd we şûştin, gerekê hûn jî nigêd hevdu bişon. Min nexşek nîşanî we kir, wekî çawa Min bona we kir, hûn jî usa bikin. Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, xulam ji axayê xwe ne mestir e, ne jî yê ku hatîye şandinê ji yê ku ew şandîye mestir e. Heger hûn vê yekê zanin, hûnê xwezilî bin heger biqedînin. Ez bona we hʼemûya nabêjim, çimkî Ez zanim Min kʼîjan bijartine. Lê gerekê nivîsar bê sêrî: ‹Yê ku nanê Min xwar pʼehʼîn avîte Min›. Ez nihava, hê berî qewimandinê van tişta werʼa dibêjim, wekî, gava biqewimin hûn bawer bikin, ku EZ EW IM. Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku wî qebûl ke, kʼîjanî ku Ez dişînim, ew Min qebûl dike û ewê ku Min qebûl dike, Yê ku Ez şandime qebûl dike». Îsa gava eva yeka got, rʼuhʼda gelekî qilqilî, Wî aşkere şeʼdetî da û got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, yekî ji we wê nemamîya Min bike». Şagirta şaşmayî li hevdu nihêrʼî, gelo ew bona kʼê dibêje. Yekî ji şagirtêd Wî, yê ku Îsa jê hʼiz dikir, xwe avîtibû hʼemêza Îsa. Şimhʼûn-Petrûs wîrʼa bi çʼeʼva dikir ku bipirse: «Kʼa Ew bona kʼê dibêje». Ewî jî xwe da ber sîngê Îsa pirsî: «Xudan, ew kʼî ye?» Îsa cab da û got: «Ew e, yê ku Ez vî peʼrîyê nan xwarinêda kim bidimê». Û peʼrîyê nan xwarinêda kir, da Cihûdayê kurʼê Şimhʼûnê Îsxeryotî. Ewî hema çawa peʼrî ji dêst girt, mîrêcin kʼete nava wî. Îsa wîrʼa got: «Tê çi bikî zû bike». Lê yêd ku li ser sifrê rʼûniştibûn, tʼu kesî feʼm nekir, ku Ewî çima wîrʼa aha got. Kʼîsikê pʼera ku cem Cihûda bû, lema hineka tʼirê, ku Îsa wîrʼa dibêje: «Tiştêd ku cejinêda merʼa lazim in bikʼirʼe», yan jî «tiştekî bide belengaza». Ewî jî gava ew peʼrî hilda, pêrʼa-pêrʼa derkʼete derva. Îdî şev bû. Gava ew derkʼete derva, Îsa got: «Niha Kurʼê Mêriv hate rʼûmetkirinê û Xwedê jî bi Wî hate rʼûmetkirinê. Heger Xwedê pê Wî hate rʼûmetkirinê, Xwedê jî wê pê Xwe Wî rʼûmet ke û zûtirê wê Wî rʼûmet ke. Lawno! Ez gelek wext tʼevî we namînim. Hûnê li Min bigerʼin, lê niha Ez werʼa dibêjim, çawa ku Min cihûyarʼa jî got, hûn nikarin bêne wî cîyê ku Ez diçimê. Ez tʼemîke nû didime we: Hevdu hʼiz bikin. Çawa ku Min hûn hʼiz kirin, hûn jî usa hevdu hʼiz bikin. Bi vê yekê hʼemûyê zanibin hûn şagirtêd Min in, heger hûn hevdu hʼiz bikin». Şimhʼûn-Petrûs gote Wî: «Xudan, Tê kʼuda herʼî?» Îsa lê vegerʼand û gotê: «Wî cîyê ku Ez diçimê, tu niha nikarî pey Min bêyî, lê paşê tê pey Min bêyî». Petrûs gote Wî: «Xudan, çima ez niha nikarim pey Te bêm? Ezê eʼmirê xwe jî bona Te bidim». Îsa lê vegerʼand û gotê: «Tê eʼmirê xwe bona Min bidî? Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, hê berî bangdana dîk tê sê cara Min înkʼar kî. Bira dilê we neqilqile. Bawerîya xwe Xwedê bînin û bawerîya xwe Min jî bînin. Mala Bavê Minda gelek cîyêd mayînê hene, Ez niha diçim werʼa cî hazir kim. Heger usa nîbûya, Min werʼa nedigot? Gava Ez herʼim û werʼa cî hazir kim, Ezê dîsa bêm û we bibime cem Xwe, wekî Ez li kʼu bim, hûn jî li wê derê bin. Hûn rʼîya wî cîyê ku Ez diçimê zanin». Tʼûma jêrʼa got: «Xudan, em nizanin Tu kʼuda diçî, emê çawa rʼê bizanibin?» Îsa wîrʼa got: «Ez im, rʼê, rʼastî û jîyîn. Tʼenê pê Min yek dikare bê cem Bavê. Heger we Ez nas kirime, hûnê Bavê Min jî nas bikin. Awa ji vir şûnda hûn Wî nas dikin û we Ew dîtîye». Fîlîpo jêrʼa got: «Xudan, kʼa Bavê nîşanî me ke, besî me ye!» Îsa jêrʼa got: «Fîlîpo! Haqas wext Ez tʼevî we me û hê tu Min nas nakî? Yê ku Ez dîtime, Bav dîtîye. Tu çawa dibêjî: ‹Bavê nîşanî me ke›? Tu bawer nakî ku Ez nava Bavêda me û Bav nava Minda ye? Ev xeberêd ku Ez werʼa dibêjim, ne ku xweserîxwe dibêjim, lê ew Bavê ku nava Minda dimîne, Ew e ku ya Xwe dike. Min bawer bikin, ku Ez nava Bavêda me û Bav jî nava Minda ye. Lê heger na, hema pê van kirêd Min bawer bikin. Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku bawerîya xwe Min bîne, ew kirêd ku Ez dikim, ewê xwexa jî bike. Û ji van kira mestir jî wê bike, çimkî Ez diçime cem Bavê Xwe. Pê navê Min hûn çi bixwazin, Ezê bikim, wekî Bav pê Kurʼ bê rʼûmetkirinê. Heger hûn pê navê Min tiştekî bixwazin Ezê bikim. Heger hûn Min hʼiz dikin, hûnê tʼemîyêd Min xwey kin. Ezê jî ji Bavê hîvî kim û Ewê Piştovanekî din bide we, wekî hʼeta-hʼetayê tʼevî we bimîne. Ew e ew Rʼuhʼê ku rʼastîyê eʼlam dike û dinya nikare Wî qebûl ke, çimkî ne Wî dibîne û ne jî Wî nas dike. Lê hûn Wî nas dikin, çimkî Ew tʼevî we dimîne û wê nava weda be. Ez we sêwî nahêlim, Ezê dîsa ser weda bêm. Hinekî şûnda îdî dinyayê Min nebîne, lê hûnê Min bibînin. Çimkî Ez dijîm, hûnê jî bijîn. Wê rʼojê hûnê bizanibin ku Ez nava Bavê Xweda me, hûn nava Minda ne û Ez jî nava weda me. Ewê ku tʼemîyêd Min qebûl dike û wan xwey dike, ew e yê ku Min hʼiz dike. Û ewê ku Min hʼiz dike, ewê ji alîyê Bavê Minda bê hʼizkirinê. Ezê jî wî hʼiz bikim û Xwe wîva eʼyan kim». Cihûda, ne yê Îsxeryotî gote Wî: «Xudan, ewê çawa be, ku Tê Xwe meva eʼyan kî, lê dinyayêva na?» Îsa lê vegerʼand û gotê: «Her kesê ku Min hʼiz bike, wê gotina Min xwey ke, Bavê Minê jî wî hʼiz bike û Emê bêne cem wî, tʼevî wî bimînin. Ewê ku Min hʼiz nake, ew gotinêd Min xwey nake. Evê gotina ku hûn dibihên ne ya Min e, lê ya Bavê Min e, ku Ez şandime. Hela hê ku Ez li cem we me, Min ev yekana werʼa gotin. Lê Piştovan, awa gotî Rʼuhʼê Pîroz, ku Bav wê bi navê Min bişîne, Ewê we hînî hʼemû tiştî ke û her tiştêd ku Min werʼa gotine, wê bîne bîra we. Ez eʼdilayîyê werʼa dihêlim, wê eʼdilayîya Xwe didime we. Ez usa nadim çawa ku dinya dide we. Bira dilê we neqilqile û netirsin! We bihîst ku Min werʼa got: ‹Ezê herʼim, lê dîsa ser weda bêm!› Heger we Ez hʼiz bikirama, hûnê şa bibûna ku Ez diçime cem Bavê, çimkî Bav ser Minrʼa ye. Û niha ev yekana Min berî qewimandinê werʼa gotin, wekî gava ew yek biqewimin, hûn bawer bikin. Îdî Ezê tʼevî we gelekî xeber nedim, çimkî va ye serwêrê vê dinyayê tê. Hʼukumê wî qet ser Min tʼune, lê bira dinya bizanibe wekî Ez Bavê hʼiz dikim û Bavê çawa tʼemî li Min kirîye Ez usa dikim. Rʼabin, em ji vir herʼin. Ez im kʼola tirîyêye rʼast, Bavê Min jî rʼezvan e. Her çʼiqilê Minva ku ber nade ew dibirʼe. Lê ew çʼiqilê ku ber dide ji çirpîya paqij dike, wekî hê gelekî ber bide. Hûn îdî paqij in bi wê gotinê ya ku Min werʼa gotîye. Nav Minda bimînin, Ez jî nav weda. Çawa çʼiqil xwexa nikare ber bide, heger kʼolêva nemîne, usa jî hûn nikarin, heger Minva nemînin. Ez im kʼola tirîyê, hûn jî çʼiqil in. Ewê ku Minva dimîne û Ez jî wîva dimînim, ewê gelekî ber bide. Çimkî bêyî Min hûn nikarin tʼu tiştî bikin. Heger yek Minva nemîne, ew mîna çʼiqilekî wêda avîtî ye, ku hʼişk dibe. Û tʼop dikin davêjine nava êgir dişewitînin. Heger hûn nava Minda bimînin û gotinêd Min jî nava weda bimînin, hûn çi dixwazin bixwazin, wê werʼa bê dayînê. Bi vê yekê Bavê Minê bê rʼûmetkirinê, gava hûn pê gelek berdayînê bidine kʼifşê, ku hûn bûne şagirtêd Min. Bav çawa Min hʼiz dike, Ez jî usa we hʼiz dikim. Hʼizkirina Minda bimînin. Heger hûn tʼemîyêd Min xwey kin, hûnê hʼizkirina Minda bimînin, çawa ku Min tʼemîyêd Bavê Xwe xwey kirin û hʼizkirina Wîda dimînim. Min ev yekana werʼa gotin, wekî şabûna Min nava weda bimîne û şabûna we tʼemam be. Ev e tʼemîya Min: Hevdu hʼiz bikin, çawa ku Min hûn hʼiz kirin. Tʼu hʼizkirin ser wê hʼizkirinêrʼa tʼune, ku yek eʼmirê xwe ber dostêd xweva bide. Hûn dostêd Min in, heger hûn wan tʼemîyêd ku Ez didime we xwey dikin. Ji vir şûnda Ez we ‹xulam› hʼesab nakim, çimkî xulam haş pê tʼune ku axayê wî çi dike. Min hûn dost hʼesab kirin, çimkî her tiştêd ku Min ji Bavê Xwe bihîstin weva dane eʼyankirinê. Ne ku we Ez bijartim, lê Min hûn bijartin û kʼifş kirin, wekî hûn herʼin ber bidin û berê we bimîne. Hingê hûn çi ku pê navê Min ji Bavê bixwazin, Ewê bide we. Ez tʼemîya vê yekê didim, ku hûn hevdu hʼiz bikin. Heger dinya bijene we, bizanibin ku berî we jenîyaye Min. Heger hûn pʼara dinyayê bûna, dinyayê yêd xwe hʼiz bikira. Lê Min hûn ji dinyayê bijartine, hûn ne pʼara dinyayê ne, lema dinya dijene we. Wê xebera ku Min werʼa gotîye bînine bîra xwe, ku: ‹Xulam ne ser axayê xwerʼa ye›. Heger Ez zêrandime, wê we jî bizêrînin. Heger gotina Min xwey kirine, wê gotina we jî xwey kin. Lê van hʼemû tişta bona navê Min wê bînine serê we, çimkî Wî nas nakin, Yê ku Ez şandime. Heger Ez nehatama û Min wanrʼa xeber neda, gunêd wanê tʼunebûna. Lê ew niha nikarin caba gunêd xwe bidin. Ewê ku dijene Min, ew dijene Bavê Min jî. Heger Min nav wanda nekirana, ew kirêd ku tʼu kesî nekirine, gunêd wanê tʼunebûna. Lê niha dîtin, hin jenîyane Min, hin jî Bavê Min. Lê belê ev yek bû, wekî ew gotina ku Qanûna wanda hatîye nivîsarê bê sêrî: ‹Cîkî badîhewa jenîyane Min›. Gava ew Piştovan bê, kʼîjanî Ezê ji Bavê werʼa bişînim, ew Rʼuhʼê ku wê rʼastîyê werʼa gilî ke, Yê ku ji Bavê dertê, hingê Ewê bona Min şeʼdetîyê bide. Hûnê jî şeʼdetîyê bidin, çimkî serê sêrîda hûn tʼevî Min bûne. Min ev yekana werʼa gotin, wekî hûn pʼişk nebin. Ewê we ji kʼinîşta derxine derva. Wextê jî bê, wekî kʼî ku we bikuje jî, wê bifikire yançîye ew Xwedêrʼa qulix dike. Wê van tişta bikin, çimkî wana ne Bav nas kir û ne jî Ez nas kirim. Lê belê Min ev yekana werʼa gotin, wekî gava ew wext bê, hûn bînine bîra xwe ku Min ev yekana werʼa gotine. Min serê sêrîda ev tişt werʼa negotin, çimkî Ez tʼevî we bûm. Lê niha Ez diçime cem Yê ku Ez şandime û ji we tʼu kes ji Min napirse: ‹Tê kʼuda herʼî?› Min ku ev yekana werʼa gotin, lema dilê we kʼeserêva tʼijî bûye. Lê belê Ez rʼastîyê werʼa dibêjim, bona we hê rʼind e ku Ez herʼim. Heger Ez neçim, Piştovan wê neyê cem we, lê heger Ez herʼim, Ezê Wî bişînime cem we. Gava Ew bê, Ewê gunêd merivêd dinê bide rʼûyê wan, heqî-neheqîyê li ber wan veke û dîwana Xwedê wanva eʼyan ke. Bona guna wê eʼyan ke, çimkî ewana bawerîya xwe Min naynin. Bona heqî-neheqîyê wê eʼyan ke, çimkî Ez diçime cem Bavê Xwe û îdî hûnê Min nebînin. Bona dîwana Xwedê wê eʼyan ke, çimkî dîwana serwêrê vê dinyayê bûye. Hê gelek tişt hene ku Ez werʼa bêjim, lê niha hûn nikarin wan bibin. Lê gava ew Rʼuhʼê Rʼastîyê bê, Ewê we berbi tʼemamîya rʼastîyê bibe. Çimkî Ewê ne ku xweserîxwe xeber de, lê çi ku bibihê, Ewê wê yekê bêje û tiştêd ku hê neqewimîne wê werʼa gilî ke. Ewê rʼûmeta navê Min bilind ke, çimkî Ewê ji Min bistîne û werʼa gilî ke. Her tiştêd Bavê ku hene ew yêd Min in. Lema Min got, ku Rʼuhʼê ji Min bistîne û werʼa gilî ke. Hinekî şûnda hûnê Min nebînin û dîsa hinekî şûnda hûnê Min bibînin». Hingê şagirtêd Wî hineka hevdurʼa gotin: «Eva çi gotin e ku Ew merʼa dibêje? ‹Hinekî şûnda hûnê Min nebînin› û dîsa ‹hinekî şûnda hûnê Min bibînin›. Dibêje jî: ‹Çimkî Ez diçime cem Bavê Xwe›?» Û wana digot: «Ev ‹hinek wext› ku dibêje, ew çi ye? Em feʼm nakin ku Ew çi dixwaze bêje». Îsa zanibû ku ew dixwazin jê bipirsin, hingê wanrʼa got: «Hûn bona vê gotina Min ji hev dipirsin, ku Min got: ‹Hinekî şûnda hûnê Min nebînin› û dîsa ‹hinekî şûnda hûnê Min bibînin›? Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hûnê şîn û girî bin, lê dinyayê şa be, hûnê ber xwe kʼevin, lê berxwekʼetina weyê bibe şabûn. Gava jinek dikʼeve ber zarʼê, cefê dikʼişîne, çimkî sihʼeta wê pêrʼa gihîştîye. Lê gava zarʼ jêrʼa dibe, îdî cefa nayê bîrê ji dest wê şabûnê, ku merîk hate dinê. Rʼast e hûn jî niha ber xwe dikʼevin, lê Ezê we dîsa bibînim û dilê weyê bi eşq û şabûnêva tʼijî be û tʼu kesê wê şabûnê ji we nestîne. Ewê rʼojê hûnê ji Min tʼu tiştî nepirsin. Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ku hûn pê navê Min çi ji Bavê bixwazin, Ewê bide we. Hʼeta niha we pê navê Min tʼu tişt nexwestîye. Bixwazin, hûnê bistînin, usa wekî şabûna we tʼemam be. Min ev yekana werʼa bi mesela gotin. Wextê bê Ezê îdî bi mesela werʼa xeber nedim, lê aşkere derheqa Bavêda werʼa bêjim. Wê rʼojê hûnê pê navê Min bixwazin. Ez werʼa nabêjim ku Ezê bona we hîvî ji Bavê bikim. Bav Xwexa we hʼiz dike, çimkî we Ez hʼiz kirime û bawer kirîye ku Ez ji cem Xwedê hatime. Ez ji Bavê qetîyam û hatime dinyayê. Dîsa Ez dinyayê dihêlim û diçime cem Bavê». Şagirtêd Wî gotinê: «Va ye Tu niha aşkere xeber didî, ne ku pê mesela. Niha em feʼm dikin, ku Tu her tiştî zanî û ne hʼewce ye ku ji Te bipirsin, Tu pêşda cabê didî. Bona vê yekê em bawer dikin, ku Tu ji cem Xwedê hatîyî». Îsa wanrʼa got: «Niha hûn bawer dikin? Va wextê bê û hatîye jî, ku hûnê bela-belayî bin, her kesê herʼe cîyê xwe û Min tʼenê bihêle. Lê Ez ne tʼenê me, çimkî Bav tʼevî Min e. Min ev yekana werʼa gotin, wekî pê Min hûn xweyê eʼdilayîyê bin. Hûnê dinyayêda tengasîyê bibînin, lê mêrxas bin! Min dinya kire bindestê Xwe». Çaxê Îsa ev yekana gotin, berê Xwe eʼzmênda kir û got: «Bavo, wext pêrʼa gihîştîye. Kurʼê Xwe rʼûmet ke, wekî Kurʼ jî Te rʼûmet ke. Te hʼukumê li ser tʼemamîya merivayê da Wî, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê bide hʼemûyêd ku Te dane Wî. Ev e jîyîna hʼeta-hʼetayê, wekî ew Te nas kin, çawa Xwedêyê rʼastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku Te şandîye. Min Tu li ser rʼûyê eʼrdê rʼûmet kirî, ew şixulê Te dabû Min ku Ez bikim Min anî sêrî. Bavo, bi wê rʼûmeta Mine ku hê berî eʼfirandina dinyayê li cem Te hebû niha Min rʼûmet ke li ber Xwe. Min Tu wan merivava eʼyan kirî, yêd ku Te ji dinyayê dane Min. Ew yêd Te bûn, Te ew dane Min û wana gotina Te xwey kir. Niha ew îdî zanin her tiştêd ku Te dane Min ew ji Te ne. Ew xeberêd ku Te dane Min, Min jî dane wan û wana ew qebûl kir, ewê rʼastîyê pê hʼesîyan, ku Ez ji Te hatime û bawer kirin ku Te Ez şandime. Ez bona wan hîvî dikim. Ne ku bona dinyayê hîvî dikim, lê bona yêd ku Te dane Min, çimkî ew yêd Te ne. Çi ku yêd Min in, ew yêd Te ne, çi ku yêd Te ne, ew yêd Min in. Û Ez bi wan rʼûmetkirî me. Niha Ez tême cem Te, Ez îdî ne dinyayêda me, lê ewana dinyayêda ne. Ya Bavê Pîroz! Pê wî navê Xweyî ku Te daye Min van xwey ke, wekî bibin yek, çawa Ez û Tu yek in. Gava Ez tʼevî wan bûm, Min ew pê navê Te xwey dikirin, pê wî navê ku Te daye Min, Min xweyîtî li wan kir. Ji wana tʼu kes unda nebû, pêştirî yê mirinêrʼa dayî, wekî nivîsar bê sêrî. Lê niha Ez tême cem Te û van yeka dinyayêda dibêjim, wekî şabûna Min dilê wanda tʼemam be. Min xebera Te gîhande wan û dinya jenîya wan, çimkî ew ne ji dinyayê ne, çawa ku Ez ne ji dinyayê me. Ez hîvî nakim ku Tu wana ji dinyayê hildî, lê wekî Tu wan ji yê Xirab xwey kî. Ew ne ji dinyayê ne, çawa ku Ez ne ji dinyayê me. Wan bi rʼastîya Xwe buhurtî-jibare ke. Xebera Te rʼastî ye. Çawa ku Te Ez şandime dinyayê, Min jî ew şandine dinyayê. Bona wan Ez Xwe buhurtî-jibare dikim, wekî ew jî bi rʼastîyê buhurtî-jibare bin. Ez ne tʼenê bona wan hîvî dikim, lê bona wan jî, yêd ku bi gotina wan wê bawerîya xwe Min bînin, wekî hʼemû jî bibine yek. Bavo, çawa Tu nava Minda yî û Ez nava Teda me, usa jî bira ew nava Meda bin, bi vî awayî dinyayê bawer bike, ku Te Ez şandime. Ew rʼûmeta ku Te da Min, Min da wan, wekî ew bibin yek, çawa Ez û Tu yek in: Ez nava wanda, Tu jî nava Minda, wekî ew tʼifaqêda lap gihîştî bin û dinya bizanibe ku Te Ez şandim û usa wan hʼiz dikî, çawa Min hʼiz dikî. Ya Bavo, Ez dixwazim wekî yêd ku Te dane Min, Ez li kʼu bim, ew jî tʼevî Min bin, wekî ew rʼûmeta ku Te daye Min bibînin, çimkî hê berî eʼfirandina dinyayê Te Ez hʼiz kirime. Ya Bavê rʼast! Dinya Te nas nake, lê Ez Te nas dikim û evana jî zanin wekî Te Ez şandime. Min Tu wanva dayî eʼyankirinê û Ezê hê bidime eʼyankirinê, wekî ew hʼizkirina ku Te Ez pê hʼiz kirime nava wanda be û Ez jî nava wanda bim». Pey vê xeberdanêrʼa Îsa tʼevî şagirtêd Xwe derbazî wî alîyê newala Qidronê bû. Li wê derê baxçek hebû, Îsa şagirtêd Xweva kʼetinê. Cihûda jî yê ku wê nemamîya Wî bikira ew cî zanibû, çimkî Îsa û şagirtêd Xweva gelek cara li wê derê dicivîyan. Awa Cihûda kʼomeke eskera û nobedara xwerʼa ji alîyê fêrisî û serekêd kʼahînada hildabû, bi fenera, agir û çʼeka hate wî cîyî. Îsa her tişt zanibû ku wê çi bê serê Wî, pêşda çû û wanrʼa got: «Hûn li kʼê digerʼin?» Wana lê vegerʼand û gotinê: «Li Îsayê Nisretê!» Îsa gote wan: «EZ IM». Cihûdayê ku nemamîya Wî kiribû jî tʼevî wan bû. Gava got ku: «EZ IM!» ser piştê çûn û kʼetine eʼrdê. Hingê Îsa dîsa ji wan pirsî: «Hûn li kʼê digerʼin?» Wan got: «Îsayê Nisretê». Îsa li wan vegerʼand û got: «Min werʼa got, ku Ez im. Awa heger hûn li Min digerʼin, bihêlin bira evana herʼin». Ev yek bû wekî ew xebera wîye ku berê gotibû rʼast derê: «Ewêd ku Te dane Min, Min ji wan tʼu kes unda nekir». Hingê Şimhʼûn-Petrûs ew şûrê ku pêrʼa bû kʼişand û avîte xulamê serekkʼahîn û guhê wîyî rʼastê pekand. Navê wî xulamî Malxo bû. Îsa Petrûsrʼa got: «Şûr têke qavê! Ezê çawa wê kʼasa ku Bavê daye Min venexwim?» Pey vê yekêrʼa kʼoma eskera û serdarê wan û nobedarêd cihûya Îsa girtin û girêdan. Pêşîyê Ew birine cem Henanê xezûrê Qeyafa. Qeyafa serekkʼahînê wê salê bû. Eva ew Qeyafa bû, yê ku cihû şîret kiribûn û gotibû: «Hê rʼind e, bira yek bona cimeʼtê bimire». Şimhʼûn-Petrûs û şagirtekî din pey Îsa diçûn. Ew şagirt ku nasê serekkʼahîn bû, tʼevî Îsa kʼete hʼewşa serekkʼahîn, lê Petrûs derva li ber dêrî sekinî. Paşê ew şagirtê nasê serekkʼahîn derkʼet û tʼevî dergehvanê xeber da, Petrûs bire hindurʼ. Hingê wê carîya dergehvan ji Petrûs pirsî: «Dibe ku tu jî ji şagirtêd Vî merivî yî?» Petrûs gotê: «Na, ez nînim». Wî çaxî, hewa ku sar bû, xulam û nobedara pê kʼomirê agir vêxistibûn, sekinîbûn û xwe germ dikirin. Petrûs jî li cem wan sekinîbû, xwe germ dikir. Hingê serekkʼahîn ji Îsa derheqa şagirtêd Wî û hînkirina Wîda pirsî. Îsa cab da û got: «Min dinyayêrʼa aşkere xeber daye, her gav kʼinîştada usa jî pʼaristgehêda, kʼîderê ku hʼemû cihû dicivîyan hîn dikirin. Min tʼu tişt dizîva negotîye. Tu çima ji Min dipirsî? Ji yêd ku bihîstine bipirse, kʼa Min wanrʼa çi gotîye. Ew zanin Min çi gotîye». Gava Îsa ev yek got, nobedarekî li wir sekinî şemaqek li Wî xist û got: «Tu çawa caba serekkʼahîn didî?» Îsa lê vegerʼand û gotê: «Heger Min xirab xeber da, xirabîya Min bêje. Lê heger Ez rʼast dibêjim, tu çima Min dixî?» Hingê Henan Ew girêdayî şande cem Qeyafayê serekkʼahîn. Şimhʼûn-Petrûs hê li wir sekinî xwe germ dikir. Ji wî pirsîn: «Dibe ku tu jî ji şagirtêd Wî yî?» Ewî înkʼar kir û got: «Na, ez nînim». Xulamekî serekkʼahîn, ji xwexatîya wî, yê ku Petrûs guhê wî pekandibû, jê pirsî: «Ne baxçeda min tu tʼevî Wî dîtî?» Hingê Petrûs dîsa înkʼar kir û wê demê dîk bang da. Wî çaxî Îsa ji cem Qeyafa birine qesira welî. Serê sibehê zû bû û cihû nekʼetine qesirê, wekî xwe li gora eʼdetêd şûştin-veşûştinê nehʼerʼimînin, ku bikaribin xwarina Cejina Derbazbûnê bixwin. Hingê Pîlato derkʼete derva, hate cem wan û pirsî: «Hûn Vî merivî çida neheq dikin?» Wana lê vegerʼand û gotinê: «Heger Ew ne yekî zulmkʼar bûya, me Ew nedida destê te». Hingê Pîlato wanrʼa got: «Hanê hûn xwexa Vî bibin û li anegorî qanûna xwe dîwana Wî bikin». Cihûya lê vegerʼand û gotinê: «Îzina me tʼune ku em tʼu kesî bikujin». Ev yeka bû, ku ew gotina Îsa bê sêrî, ku dabû feʼmkirinê, Ewê çawa bimire. Hingê Pîlato dîsa kʼete qesira welî, gazî Îsa kir û jê pirsî: «Tu yî Pʼadşê cihûya?» Îsa lê vegerʼand û gotê: «Tu vê yekê xwexa dibêjî, yan hinekêd din bona Min terʼa gotine?» Pîlato got: «Çima ez cihû me? Miletê Te û serekêd kʼahîna Tu dane destê min. Te çi kirîye?» Îsa cab da û got: «Pʼadşatîya Min ne ji vê dinyayê ye. Heger pʼadşatîya Min ji vê dinyayê bûya, berdestîyêd Minê şerʼ kirana ku Ez nekʼetama destê cihûya. Lê pʼadşatîya Min ne ji vê dinyayê ye». Hingê Pîlato jêrʼa got: «Wekî usa ye Tu pʼadşa yî?» Îsa cab da û got: «Tu xwexa dibêjî Min ku: ‹Tu pʼadşa yî›. Ez bona vê yekê bûme û bona vê yekê hatime dinyayê, wekî bona rʼastîyê şeʼdetîyê bidim. Her kesê ku ji alîyê rʼastîyê ye, guh dide dengê Min». Pîlato jê pirsî: «Rʼastî çi ye?» Pey vê pirsêrʼa, Pîlato dîsa derkʼete derva cem cihûya û wanrʼa got: «Ez tʼu neheqîyê Vîda nabînim. Lê ev eʼdetê we ye ku ez Cejina Derbazbûnêda yekî girtî bona we berʼdim. Hûn dixwazin ku ez bona we Pʼadşê cihûya berʼdim?» Hingê wan hê kire qîrʼîn, gotin: «Ne ku Vî merivî, lê Barabas berʼde!» Barabas jî qaçaxek bû. Hingê Pîlato Îsa bir û da ber qamçîya. Eskera jî tʼacek ji stirîya vegirtin û dane serê Wî û çuxekî şîrk li Wî kirin. Li ber Wî disekinîn û digotin: «Xweş be, Pʼadşê cihûya!» Û şemaq li Wî dixistin. Pîlato dîsa derkʼete derva û wanrʼa got: «Va ye niha ez Wî tînime derva cem we, wekî hûn bizanibin ku min tʼu sûc Wîda nedîtîye». Hingê Îsa tʼacê stirî li sêrî û çuxê şîrk lê derkʼete derva. Pîlato wanrʼa got: «Va ye Ew meriva!» Gava serekêd kʼahîna û nobedara Ew dît, kirine qîrʼîn û gotin: «Wî xaç ke, Wî xaç ke!» Pîlato wanrʼa got: «Hûn Wî bibin xaç kin. Ez xwexa tʼu sûcî Wîda nabînim». Cihûya lê vegerʼand û gotinê: «Qanûneke me heye û anegorî wê qanûnê gerekê Ew bê kuştinê, çimkî Wî Xwe Kurʼê Xwedê hʼesab kir». Gava Pîlato ev yek bihîst, hê tirs kʼete ser. Ew dîsa çû hindurʼê qesira welî û Îsarʼa got: «Tu ji kʼu yî?» Lê Îsa caba wî neda. Pîlato gote Wî: «Tu tʼevî min xeber nadî? Tu nizanî ku hʼukumê min heye ez Te berʼdim û hʼukumê min heye Te bidime xaçkirinê?» Îsa lê vegerʼand û gotê: «Heger ji jor terʼa nehata dayînê, tʼu hʼukumê te wê li ser Min tʼunebûya. Lema gunê wî, yê ku Ez dame destê te hê mezin e». Pey wê yekêrʼa Pîlato dikir ku Îsa berʼda, lê cihûya kire qîrʼîn û gotin: «Heger tu Vî merivî berʼdî, tu ne dostê Qeyser î! Her kesê ku xwe pʼadşa hʼesab dike, ew neyarê Qeyser e!» Gava Pîlato ev yek bihîst, Îsa derxiste derva û ew li herema dîwanê rʼûnişt, wî cîyê ku jêrʼa digotin «Selê Kevirî», bi îbranî Gabata. Rʼoja tʼivdarekkirina Cejina Derbazbûnê bû, nîvro nêzîkî sihʼeta donzdeha Pîlato cihûyarʼa got: «Va ye Pʼadşê we!» Lê wana kire qîrʼîn: «Wî bibe, Wî bibe! Wî xaç ke!» Pîlato wanrʼa got: «Pʼadşê we xaç kim?» Serekêd kʼahîna lê vegerʼandin: «Pêştirî Qeyser pʼadşakî din bona me tʼune!» Hingê ewî Îsa da destê wan, wekî bê xaçkirinê. Wan Îsa hilda birin. Îsa Xwexa xaçê Xwe hilda û derkʼete wî cîyê ku jêrʼa dibêjin «Cîyê Qaf», bi îbranî «Golgota». Li wê derê Ew tʼevî du merivêd din xaç kirin, her yek li kʼêlekekê, Îsa nava wanda bû. Pîlato tʼextek jî nivîsî û fêza xaçê xist, ku aha nivîsar bû: «ÎSAYÊ NISRETÊ, PʼADŞÊ CIHÛYA». Gelek cihûya ev nivîsara ser tʼexte xwendin, çimkî ew cîyê ku Îsa lê hatibû xaçkirinê nêzîkî bajêr bû û bi îbranî, latînî û yûnanî hatibû nivîsarê. Serekêd kʼahînêd cihûya Pîlatorʼa gotin: «Nenivîse ‹Pʼadşê cihûya›! Lê binivîse ku ‹Wî got: Ez Pʼadşê cihûya me›». Pîlato got: «Min çi nivîsî, nivîsî». Gava eskera Îsa xaç kirin, kʼincêd Wî hildan, kirine çar pʼara, her yekîrʼa pʼarek. Lê kʼinca Wîye ser jî hebû, ku ji sêrî hʼeta binî hûnandî û bêdirûn bû. Hingê hevdurʼa gotin: «Werin em vî neqelêşin, em pʼeşk bavêjin, kʼa wê kʼêrʼa bikʼeve». Ev yek bû, wekî nivîsar bê sêrî: «Kʼincêd Min nav xweda pʼarevekirin û ser pʼotê Min pʼeşk avîtin». Eskera jî hema ev yek kir. Li ber xaçê Îsa dîya Wî, xatîya Wî, Meryema jina Klopas û Meryema Mejdelanî sekinî bûn. Îsa ku dîya Xwe û ew şagirtê ku Wî jê hʼiz dikir li wê derê sekinî dîtin, dîya Xwerʼa got: «Eʼvdê! Va ye kurʼê te!» Paşê gote şagirt: «Va ye dîya te!» Ji hingêva evî şagirtî ew bire mala xwe. Pey vê yekêrʼa Îsa zanibû her tiştêd ku wê bibûna îdî qewimîn, hingê Wî got: «Ez tʼî me», wekî nivîsar bê sêrî. Li wir firaqeke sirkêva dagirtî hebû. Wana lûfika beʼrê sirkêda kir, serê darika zoxêva danîn û dirêjî ber devê Wî kirin. Gava ku Îsa sirke vexwar, got: «Tʼemam qewimî!» Serê Xwe berjêr kir û rʼuhʼê Xwe da. Ev yek ku rʼoja tʼivdarekkirinêda qewimî, cihûya nedixwest wekî cinyaz li ser xaçê bimana, çimkî ew şemî bona wana rʼojeke gelek eʼzîz bû. Wana ji Pîlato hîvî kir, wekî hestûyêd rʼeʼnêd xaçbûyîya bêne şkênandinê û ji wir bêne hildanê. Hingê esker hatin, pêşîyê hestûyêd rʼeʼnêd yekî şkênandin û peyrʼa rʼeʼnêd yê din, ku tʼevî wî hatibû xaçkirinê. Lê gava ku ew nêzîkî Îsa bûn û dîtin ku Ew îdî mirîye, wana hestûyêd rʼeʼnêd Wî neşkênandin. Lê dîsa ji eskera yekî rʼim nekʼsa Wîrʼa kir û pêrʼa-pêrʼa av û xûnê avît. Yê ku ev yek dît şeʼdetî da, wekî hûn jî bawer bikin. Şeʼdetîya wî rʼast e û ew zane ku rʼastîyê dibêje. Ev yeka qewimî, wekî ew nivîsar bê sêrî: «Tʼu hestûyê Wî wê neyê şkênandinê». Nivîsareke din jî aha dibêje: «Ewê li Wî binihêrʼin, nekʼsa kʼîjanî qul kirin». Pey vê yekêrʼa, Ûsivê ji Arîmetyayê ku şagirtê Îsa bû, lê ji tirsa cihûya xwe eʼyan nedikir, hîvî ji Pîlato kir ku cinyazê Îsa ji xaçê peya ke û Pîlato îzin dayê. Hingê ew çû cinyazê Îsa ji xaçê peya kir. Nîkodêmo jî tʼevî wî hat, yê ku pêşda şev hatibû cem Îsa, nêzîkî sî kîlogram ûd û zimir tʼevhevkirî anî. Cinyazê Îsa hildan, li anegorî eʼdetê definkirina cihûya, biharet lê dan û Ew qedekê kʼitanîda kʼefen kirin. Li wî cîyê ku Îsa lê hatibû xaçkirinê baxçek hebû û wî baxçeyîda jî tʼirbeke nû hebû ku hê tʼu kes têda nehatibû danînê. Îsa kirine wê tʼirbê, çimkî rʼoja tʼivdarekkirina cihûya bû, tʼirb jî nêzîk bû. Rʼoja yekşemê, qereberbanga sibehê zû, Meryema Mejdelanî çû ser tʼirbê. Dîna xwe dayê, wê kevir ji ber derê tʼirbê wêda kirî ye. Destxweda rʼevî çû cem Şimhʼûn-Petrûs û wî şagirtê din, yê ku Îsa jê hʼiz dikir û wanrʼa got: «Xudan ji tʼirbê derxistine û em nizanin ku Ew danîne kʼu derê!» Hema hingê Petrûs û şagirtê din derkʼetine derva û berbi tʼirbê çûn. Her du jî hevrʼa dirʼevîyan, lê şagirtê din ji Petrûs zûtir dirʼevîya û ew pêşîya wî gihîşte ser tʼirbê. Wî xwe qûz kir û dîna xwe dayê, wê kʼefen li wir e, lê xwexa nekʼete hindurʼ. Hingê Şimhʼûn-Petrûs ku pey wî dihat gihîştê, kʼete hindurʼê tʼirbê, dîna xwe dayê, wê kʼefen li wir e û destmala sêrî ne tʼevî kʼefen bû, lê qatkirî alîkî danî bû. Paşê şagirtê din jî kʼete hindurʼ, yê ku pêşîyê gihîştibû ser tʼirbê. Ewî dît û bawer kir. Wan hê nivîsar feʼm nekiribû, ku gerekê Îsa ji mirinê rʼabûya. Pey vê yekêrʼa şagirt vegerʼîyane cîyêd xwe. Lê Meryem ji tʼirbê der sekinîbû û digirîya. Wê bi girî xwe qûz kir û li hindurʼê tʼirbê nihêrʼî, hingê dîna xwe dayê, wê du milyakʼetêd kʼincsipî, li wî cîyê ku cinyazê Îsa lê danîbû rʼûniştine, yek berserîyê û yê din binpʼîyê. Milyakʼeta wêrʼa got: «Eʼvdê! Tu çima digirîyî?» Meryemê got: «Xudanê min hildane û ez nizanim Ew danîne kʼu derê». Gava ewê ev yek got, li pişt xweva vegerʼîya û dît ku Îsa li wê derê sekinîye, lê wê nizanibû ku ew Îsa ye. Îsa gote wê: «Eʼvdê, tu çima digirîyî? Tu li kʼê digerʼî?» Meryemê tʼirê qey ew rʼezvan e, ewê gotê: «Ez xulam, heger te Ew hildaye, minrʼa bêje te Ew danîye kʼu derê, wekî ez Wî ji wê derê hildim». Îsa gotê: «Meryem!» Meryemê berê xwe da Wî û bi îbranî gotê: «Rʼabbonî!» ku tê feʼmkirinê: «Dersdar». Îsa gote wê: «Min negire, çimkî Ez hê rʼanebûme cem Bavê. Lê herʼe cem birêd Min û wanrʼa bêje. ‹Ezê rʼabime cem Bavê Xwe û cem Bavê we, cem Xwedêyê Xwe û cem Xwedêyê we›». Meryema Mejdelanî çû cem şagirta û wanrʼa got: «Min Xudan dît» û tiştêd ku Îsa wêrʼa gotibû wanrʼa gilî kir. Xût wê êvarê, rʼoja yekşemê, gava şagirt civîyayî bûn, ji tirsa cihûya jî derî li ser wan dadayî bûn, hingê Îsa hat nava wanda sekinî û wanrʼa got: «Eʼdilayî werʼa». Ev tişt got, dest û nekʼsa Xwe nîşanî wan kirin. Hingê şagirt gelekî şa bûn, gava ku Xudan dîtin. Paşê Îsa dîsa wanrʼa got: «Eʼdilayî werʼa. Çawa ku Bavê Ez şandim, usa jî Ez we dişînim». Ev yek ku got, pʼifî ser wan kir û wanrʼa got: «Hanê Rʼuhʼê Pîroz bistînin. Hûn gunêd kʼê bibaxşînin, ewê bêne baxşandinê, gunêd kʼê nebaxşînin, ewê neyne baxşandinê». Tʼûmayê yekî ji her donzdeha, ku jêrʼa «Heval-cêwî» digotin, ne tʼevî wan bû gava ku Îsa hat. Hingê şagirtêd mayîn wîrʼa gotin: «Me Xudan dît». Ewî wanrʼa got: «Hʼeta ku ez dewsa mixa destêd Wîda nebînim, tʼilîya xwe nedime ser dewsa mixa û destê xwe jî nekime nekʼsa Wî, ez tʼu car bawer nakim». Pey hʼeyşt rʼojarʼa, şagirtêd Îsa dîsa malda bûn û Tʼûma jî tʼevî wan bû. Derî dadayî bûn, lê Îsa hat, nava wanda sekinî û got: «Eʼdilayî werʼa». Paşê Tʼûmarʼa got: «Tʼilîya xwe bîne vir û destêd Min binihêrʼe, destê xwe jî bîne û bike nekʼsa Min. Nebawerîyê neke, lê bawer bike!» Tʼûma lê vegerʼand û gotê: «Xudanê min û Xwedêyê min!» Îsa gote wî: «Te Ez dîtim lema bawer kir? Xwezî li wan, yêd ku nedîtine, lê bawer dikin!» Îsa li ber şagirtêd Xwe hê gelek nîşanêd din jî kirin, ku vê kʼitêbêda nehatine nivîsarê. Lê belê ev hatine nivîsarê, wekî hûn bawer bikin, ku Îsa ye Mesîh, Kurʼê Xwedê û bi vê bawerîya pê navê Wî jîyîna we hebe. Pey vê yekêrʼa Îsa dîsa Xwe li devê gola Teberîyayê nîşanî şagirtêd Xwe kir. Ew bi vî awayî qewimî: Şimhʼûn-Petrûs, Tʼûmayê ku jêrʼa digotin «Heval-cêwî», Natanyêlê ji Qanaya Celîlê, kurʼêd Zebedî û du şagirtêd Îsaye din hevrʼa bûn. Şimhʼûn-Petrûs wanrʼa got: «Ez diçim ku meʼsîya bigirim». Wana wîrʼa got: «Em jî tʼevî te tên». Hingê ew rʼabûn çûn kʼetine qeyikekê, lê wê şevê tʼu tişt negirtin. Sibeh safî bû, Îsa li devê golê sekinî, lê şagirta nizanibû ku Ew Îsa ye. Hingê Îsa gote wan: «Lawikno! We tişt negirtîye?» Wana lê vegerʼand û gotinê: «Na». Ewî gote wan: «Tʼorʼê bavêjine alîyê qeyikêyî rʼastê hûnê bigirin». Wana jî tʼorʼ avîtê û ji dest gelekbûna meʼsîya nikaribûn ku tʼorʼ bikʼişandana. Hingê wî şagirtê ku Îsa jê hʼiz dikir Petrûsrʼa got: «Ew Xudan e!» Gava Şimhʼûn-Petrûs bihîst ku ew Xudan e, kʼinca xwe avîte ser xwe, çimkî ew teʼzî bû û xwe avîte golê. Lê şagirtêd mayîn tʼorʼ meʼsîyava kʼişandin û pê qeyikê gihîştine bejê, çimkî ew ne dûr bûn, lê qasî sed mêtirî dûrî bejê bûn. Gava ew derkʼetine bejê, wir agirê ji kʼomirê vêxistî dîtin, meʼsî li ser û nan jî li ber. Îsa wanrʼa got: «Hinek ji wan meʼsîyêd ku we hêja girtine bînin». Şimhʼûn-Petrûs jî kʼete qeyikê û tʼorʼ kʼişande bejê, ya ku sed pêncî sê meʼsîyêd gir têda bûn. Haqas gelek bûn jî, lê dîsa tʼorʼ neqelişî. Îsa wanrʼa got: «Werin teʼştê bixwin». Ji şagirta tʼu kesî jî turuş nekir ku jê bipirsîya: «Tu kʼî yî?» Çimkî wana zanibû ku Ew Xudan e. Hingê Îsa nêzîk bû, ew nan hilda da wan û usa jî meʼsî. Eva îdî cara sisîya bû ku Îsa pey mirin-rʼabûna Xwerʼa şagirtêd Xweva xuya bû. Gava wan teʼştê xwar, Îsa ji Şimhʼûn-Petrûs pirsî: «Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, tu Min gelekî hʼiz dikî, yan ew Min gelekî hʼiz dikin? » Petrûs jêrʼa got: «Belê Xudan, Tu zanî ku ez Te hʼiz dikim». Îsa wîrʼa got: «Berxêd Min biçʼêrîne». Îsa cara duda wîrʼa got: «Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, tu Min hʼiz dikî?» Ewî got: «Belê Xudan, Tu zanî ez Te hʼiz dikim». Îsa jêrʼa got: «Şivantîyê pezêd Min bike». Îsa cara sisêya ji Petrûs pirsî: «Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, tu Min hʼiz dikî?» Hingê dilê Petrûs êşîya ku Wî sê cara wîrʼa got: «Tu Min hʼiz dikî?» û got: «Xudan, Tu her tiştî zanî, Tu zanî ku ez Te hʼiz dikim». Îsa wîrʼa got: «Pezêd Min biçʼêrîne. Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, gava ku tu xort bûyî, te xwexa qayîşa xwe girêdida û kʼuda te dixwest diçûyî. Lê gava ku tu kal bî, tê destêd xwe bilind kî û yekî dinê pişta te girêde û te bibe wî cîyê ku tu naxwazî herʼêyî». Wî ev yek got, da eʼyankirinê ku ewê bi çi cûrʼe mirinê rʼûmetê bide Xwedê. Pey vê yekêrʼa Wî Petrûsrʼa got: «Pey Min were». Petrûs pişt xweva zivirʼî, dît ew şagirtê ku Îsa jê hʼiz dike pey wan tê. Eva ew şagirt bû, yê ku şîva êvarêda xwe avîtibû hʼemêza Îsa û gotibû: «Xudan ew kʼî ye, ku wê nemamîya Te bike?» Petrûs gava ew dît, ji Îsa pirsî: «Xudan, lê îjar evê çawa be?» Îsa wîrʼa got: «Heger Ez bixwazim ku ew bimîne hʼeta Ez bêm, çî terʼa ye? Tu pey Min were!» Eva gotina nava xûşk-birada bela bû, yanê ew şagirtê nemire. Lê belê Îsa bona wî negotibû, ku ew namire, lê gotibû: «Heger Ez bixwazim ku ew bimîne hʼeta Ez bêm, çî terʼa ye?» Eva ew şagirt e, yê ku bona van yeka şeʼdetîyê dide, usa jî ev yek nivîsîn. Em zanin ku şeʼdetîya wî rʼast e. Hê gelek kirêd din jî hene, yêd ku Îsa kirine. Heger ew bi hûr-gilî bihatana nivîsarê, bi tʼexmîna min, ew kʼitêbêd nivîsar wê dinyayêda cî nebûna. Tʼêyofîloyê xweyîqedir, min kʼitêba xweye pêşinda derheqa wan hʼemû tiştada nivîsî, çi ku Îsa kir û hîn kir, ji sêrîda hʼeta wê rʼoja ku berbi eʼzmên hate hilatinê. Lê hê berî eʼzmên hilatinê Ewî bi Rʼuhʼê Pîroz tʼemî li şandîyêd Xweye bijartî kir. Pey wan cefayêd Xwerʼa Ewî gelek cara Xwe nîşanî wan dida, rʼast dida îzbatkirinê ku Ew sax e. Navbera çil rʼojîda wanva xuya dibû û derheqa Pʼadşatîya Xwedêda wanarʼa xeber dida. Carekê gava Ewî tʼevî wan nan dixwar, tʼemî da wan û got: «Ji Orşelîmê dernekʼevin, lê belê hîvîya sozê Bavê bisekinin, bona kʼîjanî we ji Min bihîst. Yûhʼenna bi avê nixumand, lê hûnê çend rʼoja şûnda bi Rʼuhʼê Pîroz bêne nixumandinê». Gava şagirt hevrʼa cîkî bûn, ji Îsa pirsîn û gotinê: «Xudan, vî zemanîda Tê Pʼadşatîya Îsraêlê li wan vegerʼînî?» Ewî li wan vegerʼand û got: «Ew ne îşê we ye ku hûn wan wext û zemana bizanibin yêd ku Bavê bi hʼukumê Xwe kʼifş kirine. Lê gava Rʼuhʼê Pîroz bê ser we, hûnê qewatê bistînin û ji Orşelîmêda girtî tʼemamîya Cihûstanê, Sameryayê û hʼeta serê dinê jî bibine şeʼdêd Min». Gava ev yek got, ber çʼeʼvê wan berbi eʼzmên hate hilatinê û eʼwrekî ji ber çʼeʼvê wan Ew veşart. Ew hê zûrʼ bibûn li çûyîna Wîye eʼzmên dinihêrʼîn, va du merivêd kʼincsipî cem wan sekinîn û gotin: «Gelî celîlîya! Hûn çima usa sekinî ne û li eʼzmên dinihêrʼin? Ew Îsayê ku ji nav we hate hilatinê, wê usa jî bê, çawa we dît Ew çû eʼzmên». Hingê ewana ji çʼîyayê Zeytʼûnê vegerʼîyane Orşelîmê, ku rʼîya rʼojeke şemîyê dûrî Orşelîmê bû. Gava hatine bajêr, çûne oda mezine jorin, ew cîyê ku Petrûs û Yûhʼenna, Aqûb, Endrawis, Fîlîpo, Tʼûma, Bertolomeyo, Metta, Aqûbê Halfawo, Şimhʼûnê welatpʼarist û Cihûdayê Aqûb têda diman. Van hʼemûya her gav hevrʼa tʼevî kʼulfeta û Meryema dîya Îsa û birayêd Wî dua dikirin. Wan rʼojada Petrûs nava bawermendada rʼabû, (ku li wir qasî sed bîst merivî bûn) û got: «Gelî bira! Gerekê ev nivîsara bihata sêrî, çawa ku berî vê yekê Rʼuhʼê Pîroz bi devê Dawid bona Cihûda gotibû, ku ew bû rʼêberê wan, yêd ku Îsa girtin. Ew tʼevî me nav hʼesabê meda bû û pʼara wî jî nava vî qulixîda bû». (Ewî bi heqê kirê xweyî neheq eʼrdek stand û li wir ser sêrî kʼet, zik lê qelişî dil-hʼinavê wî hʼemû rʼijîyan. Eva yeka hʼemû binelîyêd Orşelîmêva eʼyan bû, hʼeta bi zimanê xwe jî wî eʼrdîrʼa Heqildima gotin, awa gotî «Eʼrdê xûnê».) Petrûs dûmayî kir got: «Çawa kʼitêba Zebûrada jî nivîsar e: ‹De bira mala wî xirabe be, kesek têda nemîne› û: ‹De bira qulixê wîyî serwêrtîyê yekî din bistîne›. Awa gerekê yek ji wan mêra be, kʼîjan ku tʼemamîya wî wextî tʼevî me bûne gava Xudan Îsa tʼevî me diçû dihat, ji nixumandina Yûhʼennada girtî hʼeta wê rʼoja ku Ew ji nav me berbi eʼzmên hate hilatinê. Ew gerekê tʼevî me bibe şeʼdê rʼabûna Wîye ji mirinê». Du merî dane sekinandinê, yek Ûsivê ku jêrʼa Barsabo digotin (ku navê wî danîbûn Yûsto) û yê din Matîyo. Dua kirin û gotin: «Xudan, Tu ku dilê her kesî zanî, ji van her duya kʼîjanî ku Tu dibijêrî bide kʼifşê, wekî evî qulixê şandîtîyê bistîne, ji kʼîjanî Cihûda jê kʼet ku herʼe cîyê xwe». Pʼeşk ser wan avîtin, pʼara Matîyo kʼet û ew ser hʼesabê yanzdeh şandîyada zêde bû. Gava Rʼoja Pêncîye hʼesab hat, hʼemû jî hevrʼa cîkî bûn. Nişkêva ji eʼzmên mîna dengê bayê qayîm dengek hat û tʼemamîya wê mala ku têda rʼûniştibûn tʼijî kir. Hingê zimanêd mîna alava êgir wanva xuya bûn û li ser her yekî ji wan danîn. Hʼemû bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bûn û destpêkirin zimanêd mayîn xeber dan, çawa ku Rʼuhʼê Pîroz ew didane xeberdanê. Wî çaxî Orşelîmêda cihûyêd xwedêxof diman, ew ji nav hʼemû miletêd bin pʼerʼê eʼzmênda hatibûn. Gava ew deng hat, cimeʼteke giran civîya û tʼevîhev bû, çimkî dibihîstin ku ewana bi zimanêd wan her yekî xeber didan û hʼeyr-hʼujmekʼar, zendegirtî mayî digotin: «Ev hʼemûyêd ku xeber didin ne ji Celîlê ne? Lê çawa ji me her yek wî zimanî dibihê, yê ku em navda dinê kʼetine? Partoyî, medî, eʼlamî, binelîyêd Mesopotamyayê, Cihûstanê, Kepedokyayê, Pontosê, Asyayê, Firîgyayê, Pamfîlyayê, Misirê û yêd li alîyê Lîbyaya nêzîkî Kûrênê û usa jî yêd xerîbe ji Rʼomê hatî, cihû û necihûyêd ku hatine ser bawerîya cihûya, usa jî kirêtî û eʼreb. Em dibihên ku evana bi zimanê me kirêd Xwedêye mezin dibêjin». Hʼemûya hʼeyr-hʼujmekʼar şaşmayî hevdurʼa digotin: «Ev çi hʼewal e?» Lê hineka jî qerfê xwe dikirin û digotin: «Pê şerava nû serxweş bûne». Hingê Petrûs tʼevî her yanzdeha rʼabû dengê xwe hilda û cimeʼtêrʼa got: «Gelî cihûya û hʼemûyêd ku Orşelîmêda dimînin! Bira ev yeka weva eʼyan be û guh bidine xeberêd min. Evana ne serxweş in, çawa ku hûn difikirin, hê sibeh zû sihʼet nehe ye. Lê eva ew yek e, çi ku Yoêl pʼêxember gotîye: ‹Rʼojêd axirîyêda Xwedê dibêje wê aha be: Ezê ji Rʼuhʼê Xwe ser hʼemû merivada bibarînim, kurʼ û qîzêd weyê pʼêxembertîyê bikin, cahilêd weyê dîtinoka bibînin û kal-pîrêd weyê jî xewna. Belê, Ezê wan rʼojada Rʼuhʼê Xwe ser xulam û carîyêd Xweda jî bibarînim û wê pʼêxembertîyê bikin. Jor li eʼzmên tiştêd eʼcêbmayî bidime kʼifşê û jêr ser eʼrdê jî nîşana, xûn û agir, dû û dûxan. Rʼoyê biqare û hîvê jî sor be mîna xûnê, hê berî hatina Rʼoja Xudane mezin û nave nîşan. Û wê usa be, her kesê ku gazî navê Xudan ke wê xilaz be›. Gelî îsraêlîya, van xebera bibihên! Îsayê Nisretê, merivekî ku ji alîyê Xwedêda kʼifşkirî bû, Xwedê pê Wî nava weda nîşan, kʼeremet û kirêd qewat kirin, çawa ku hûn xwexa jî zanin. Bona Wî Xwedê hê pêşda qirar kiribû û bi zanebûna Wî Ew kʼete destê we, we jî bi destê nerʼasta darmixê xist kuşt. Lê Xwedê qeydêd mirinêye cefê vekirin, Ew ji mirinê rʼakir, çimkî mirinê nikaribû hʼukumî ser Wî bikira. Dawid bona Wî dibêje: ‹Min tʼimê Xudan pêşîya xwe didît, çimkî Ew li alîyê minî rʼastê ye, ku ez nelikʼumim. Bona wê yekê dilê min şa bû, zimanê min jî ji eşqa nesekinî, bedena mine mirî jî wê bi guman bijî, çimkî Tu min dîyarê mirîyada nahêlî, ne jî Tê bihêlî ku Pîrozê Te birʼize. Te rʼîyêd eʼmir minva eʼyan kirin û Tê şabûna dîndara Xweva min tʼijî kî›. Gelî bira! Hʼewce ye ku ez aşkere bona Dawidê baveʼşîr werʼa bêjim, ku ew mir defin kirin, tʼirba wî hʼeta rʼoja îro jî nava meda ye. Lê ew ku pʼêxember bû, wî zanibû ku Xwedê bi sond wîrʼa soz daye, wê ji bedena wî Yekî dayne ser tʼextê wî. Ewî ev yek hê pêşda dît û bona rʼabûna Mesîh got, ku Ewê dîyarê mirîyada nemîne, ne jî bedena Wîyê birʼize. Eva ew Îsa bû, yê ku Xwedê Ew ji mirinê rʼakir, ku em hʼemû jî şeʼde ne. Xwedê Ew hilkʼişand da kʼêleka Xweye rʼastê, Ewî jî Rʼuhʼê Pîrozî sozdayî ji Bavê stand û jorda barand, çawa ku hûn niha dibînin û dibihên. Rʼast e Dawid neçûbû eʼzmana, lê wî xwexa ev yek got: ‹Xudan gote Xudanê min, kʼêleka Mine rʼastê rʼûnê, hʼeta ku Ez dijminêd Te bikime binê pʼîyêd Te›. Niha bira tʼemamîya mala Îsraêl rʼind zanibe ew Îsayê ku we xaç kir, Xwedê Ew hin kire Xudan, hin jî Mesîh». Cimeʼtê ev yek ku bihîst, mîna tîrekê dilê wan kʼet, Petrûs û şandîyêd mayînrʼa gotin: «Em çi bikin, gelî bira?» Petrûs wanrʼa got: «Tʼobe kin û bira ji we her yek bi navê Îsa Mesîh bona baxşandina guna bê nixumandinê û hûnê Rʼuhʼê Pîroz pʼêşkʼêş bistînin. Ev soz bona we û zarʼêd we ye, usa jî bona hʼemûyêd dûr e ku Xudan Xwedê meyê gazî wan ke». Petrûs bi gelek xeberêd mayîn bi meʼrîfetî tʼemî da û hîvî ji wan kir û got: «Xwe ji vî nisilê neheq xilaz kin». Ewêd ku xeberêd wî qebûl kirin, pê avê hatine nixumandinê û wê rʼojê weke sê hʼezara li hev zêde bûn. Wan tʼimê xwe li hînkirina şandîya digirt, li hev dicivîyan, nan kerdikirin û dua dikirin. Xof û tirs dikʼete ser her kesî û bi destê şandîya gelek kʼeremet û nîşan dibûn. Hʼemû bawermend hevrʼa bûn û her tiştêd wan yek bû. Hebûk û milkʼê xwe jî difirotin û belayî hʼemûyêd hʼewce dikirin. Her rʼoj bi tʼifaq diçûne pʼaristgehê, malada nan kerdikirin û eşq-şa bi dilê sax xwarin dixwarin, şikirîya xwe Xwedê danîn û tʼemamîya cimeʼtê li wan xweş bû. Xudan jî rʼoj bi rʼoj hʼesabê xilazbûyîya zêde dikir. Carekê Petrûs û Yûhʼenna wextê duayê sihʼeta sisîya hildikʼişîyane pʼaristgehê. Merivekî ji zikmakîyêda nigada seqet hebû, ku her rʼoj danîn ber dergehê pʼaristgehêyî ku Bedew dihate gotinê dadanîn, ku ji yêd dihatine pʼaristgehê pʼars kira. Evî ku dît Petrûs û Yûhʼenna dikʼevine pʼaristgehê, lava wan kir ku pʼarsê bidinê. Petrûs tʼevî Yûhʼenna li wî nihêrʼî û gotê: «Li me binihêrʼe!» Ewî jî li wan nihêrʼî û çʼeʼvê wî lê bû, ku wê tiştekî ji wan bistîne. Hingê Petrûs gotê: «Zêrʼ û zîvê min tʼune, lê çî min heye ezê Wî bidime te. Bi navê Îsa Mesîhê Nisretê rʼabe bigerʼe». Destê wîyî rʼastê girt rʼakir, pêrʼa-pêrʼa qudûmê çoka û gûzekêd wî şidîyan. Ewî banzda ser xwe sekinî, destpêkir gerʼîya û tʼevî wan kʼete pʼaristgehê digerʼîya, banzdida û şikirî dida Xwedê. Gava tʼemamîya cimeʼtê dît ku ew digerʼe û şikirîyê dide Xwedê, nas kirin ku ew e, yê ku bona pʼarsê ber dergehê pʼaristgehêyî Bedew rʼûdinişt û bona tiştê ku tʼevî wî qewimî zendegirtî mabûn û dihʼeyîrîn. Evî ku Petrûs û Yûhʼenna berʼnedidan, tʼemamîya cimeʼtê eʼcêbmayî berbirʼî wan bezî, hʼeta wî cîyê ku jêrʼa digotin hêwangeha Silêman. Petrûs ku ev yek dît, cimeʼtêrʼa got: «Gelî îsraêlîya! Hûn çima bona vê yekê eʼcêbmayî mane? Çima tiherekî li me dinihêrʼin? Tê bêjî qey me bi qewat yan xwedêpʼaristîya xwe ew da gerʼê? Xwedêyê Birahîm, Îshaq, Aqûb û Xwedêyê kal-bavêd me, Berdestîyê Xwe Îsa rʼûmet kir. We nemamîya Wî kir û ber Pîlato tʼexsîr kir, gava ewî qirar kiribû ku Wî berʼde. We yê Pîroz û rʼast tʼexsîr kir û yê mêrkuj xwest ku werʼa bê berʼdanê. We Çʼeʼvkanîyê jîyînê kuşt, lê Xwedê Ew ji mirinê rʼakir û em xwexa şeʼde ne. Û qewata navê Wî eva meriva qenc kir, kʼîjanî ku hûn dibînin û nas dikin. Belê wê bawerîya bi navê Wî eva ber çʼeʼvê we hʼemûya sax-silamet kir. Niha gelî bira, ez zanim ku we jî mîna serwêrêd xwe bi nezanîya xwe kirîye. Lê Xwedê çawa berî vê yekê bi devê hʼemû pʼêxembera bona cefê Mesîhê Xwe gotibû, usa jî kir. Awa tʼobe kin û berbi Xwedê vegerʼin, ku gunêd we bêne rʼesîtkirinê. Hingê wextêd jîyîndarîyê ji hʼizûrîya Xudan wê bên û Ewê Îsa bişîne, wî Mesîhê ku berêda bona we kʼifş kirîye. Lazim e Ew li eʼzmên bimîne, hʼeta ku Xwedê her tiştî nû çêke, çawa ku hê berê pêşda Xwedê bi devê pʼêxemberêd Xweye pîroz gotibû. Belê Mûsa got: ‹Xudan Xwedêyê we wê ji nav birayêd weda Pʼêxemberekî mîna min werʼa derxe. Her çi ku werʼa bêje, gerekê hûn guhdarîya Wî bikin. Her kʼî ku guhdarîya Wî pʼêxemberî neke, ji nav cimeʼtê wê bê qetandin û undakirinê›. Û hʼemû pʼêxembera jî, ji Samûêl girtî û yêd peyrʼa çi ku gotine, bona van rʼoja xeber dane. Hûn mîratʼxurêd pʼêxembera û wê peymanê ne, ya ku Xwedê tʼevî kal-bavêd we girêda. Ewî gote Birahîm: ‹Bi zurʼeta te ezê dua hʼemû miletêd dinyayê bikim›. Xwedê Berdestîyê Xwe Îsa miletrʼa derxist û pêşîyê şande cem we, ku dua we bike û bi vî awayî we her kesî ji xirabîyêd we vegerʼîne». Petrûs û Yûhʼenna hê cimeʼtêrʼa xeber didan, kʼahîna û serwêrê nobedarêd pʼaristgehê tʼevî sadûqîya ser wanda girtin. Ewana aciz bibûn, çimkî wana cimeʼt hîn dikir, ku Îsa ji mirinê rʼabûye, îzbat dikirin ku mirîyê rʼabin. Ew girtin kirine kelê hʼeta rʼoja dinê, çimkî îdî êvar bû. Lê gelekêd ku xeber dibihîstin bawer kirin, hʼesabê wan gihîşte pênc hʼezara. Rʼoja dinê serwêr, rʼûspî û qanûnzan civîyane Orşelîmê. Henanê serekkʼahîn, Qeyafa, Yûhʼenna, Skender û hʼemûyêd mayîne ji xûn-qinêta serekkʼahîn jî li wir bûn, Petrûs û Yûhʼenna nava xweda dane sekinandinê û pirsîn: «We bi çi qewatê yan bi çi navî ev yeka kir?» Wê demê Petrûs bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî wanarʼa got: «Gelî serwêrêd cimeʼtê û rʼûspîya! Heger hûn îro bona vê qencîya ku vî seqetîrʼa bû ji me dipirsin, ku ew çawa qenc bûye, bira we û tʼemamîya miletê Îsraêlêva eʼyan be, ku eva bi saya navê Îsa Mesîhê Nisretê li ber we qencbûyî sekinî ye, Ewê ku we xaç kir û Xwedê ji mirinê rʼakir. Ew e ‹Ew kevirê ku ji we hosta hate bêrʼûmetkirinê û bû serê eʼnîşkê›. Bi kesekî mayîn xilazbûn tʼune, çimkî bin pʼerʼê eʼzmênda navekî din merivarʼa nehatîye dayînê, ku em bikaribin bi wî xilaz bin». Gava wana mêrkʼîmîya Petrûs û Yûhʼenna dît û pê hʼesîyan ku evana merivne nexwendî û nezan in, eʼcêbmayî man û nas kirin, ku evana tʼevî Îsa bûne. Lê ew merivê qencbûyî ku tʼevî wan sekinî dîtin û nikaribûn tiştek bigotana. Hingê eʼmirî li wan kirin, ku ew ji civîna giregira derên û hevrʼa şêwirîn, gotin: «Em van meriva çawa bikin? Çimkî hʼemû binelîyêd Orşelîmêva eʼyan e ku bi destê van kʼeremeteke berbiçʼeʼv bû û em nikarin înkʼar kin. Lê wekî nava cimeʼtêda hê bela nebe, em gefê li wan bixwin, ku tʼu car bi Wî Navî kesîrʼa xeber nedin». Dîsa gazî wan kirin, tʼemî dane wan, ku tʼu car bi navê Îsa xeber nedin û hîn nekin. Lê Petrûs û Yûhʼenna li wan vegerʼandin û gotin: «Kʼa hûn xwexa bifikirin, gelo ev yek ber Xwedê rʼast e ku em gurʼa we bikin, ne ya Xwedê? Em nikarin bona wan tiştêd ku me xwexa dîtin û bihîstin nekine dengî». Wana dîsa gef li wan xwar û berʼdan. Ber cimeʼtê meʼnîk ser wan nedîtin ku ceza bidana wan, çimkî hʼemûya jî bona ew tiştê qewimî şikirî didane Xwedê. Eʼmirê wî merivê ku ev kʼeremeta qencbûnê jêrʼa bû çil salî jortir bû. Gava Petrûs û Yûhʼenna hatine berʼdanê, ew çûne cem kʼoma xwe û wanrʼa her tişt gilî kirin, çi ku serekêd kʼahîn û rʼûspîya wanarʼa gotibûn. Wana jî gava bihîst, hevrʼa dengê xwe hildan gazî Xwedê kirin û gotin: «Ya Xweyî, Eʼfirandarê eʼrd û eʼzmên, beʼrê û hʼemûyêd nav wanda, Te bi Rʼuhʼê Pîroz pê devê bavê me, berdestîyê Xwe Dawid got: ‹Çima necihû qilqilîn û milet jî bona tiştêd pʼûçʼ fikirîn? Pʼadşêd dinyayê hazir sekinîn û serwêr hevrʼa miqabilî Xudan û Mesîhê Wî civîyan›. Belê rʼast vî bajarîda ser berdestîyê Te Îsayê pîroz, Yê ku Te bi rʼûnkirinê kʼifş kir, Hêrodes û Pîlatoyê Pontîyo tʼevî necihûya û miletê Îsraêlê civîyan, wekî wan tişta bikin, çi ku Te hê berêda anegorî qewat û eʼmirê Xwe kʼifş kiribû bibin. Niha ya Xudan, ser gef û gurʼîya wanda binihêrʼe, kʼeremê xulamêd Xwerʼa bike, wekî em mêrkʼîmî xebera Te xeber din, destê Xwe dirêj ke, wekî bi navê berdestîyê Te Îsayê pîroz ji nexweşîya qenc bin, nîşan û kʼeremet biqewimin». Hema çawa wana dua xilaz kir, ew cîyê ku ew civîyayî bûn hʼejîya û hʼemû bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bûn, xebera Xwedê mêrkʼîmî xeber didan. Dil û rʼuhʼê tʼemamîya cimeʼta bawermenda yek bû. Ji wana tʼu kesî hebûka xwerʼa nedigot ku: «Ya min e», lê her tiştêd wan yek bû. Şandîya bi qewata zor şeʼdetîya mirin-rʼabûna Xudan Îsa didan û kʼeremeke mezin ser wan hʼemûya bû. Nava wanda tʼu kes hʼewcê tiştekî nîbû. Ewêd ku xweyê eʼrda yan mala bûn, difirotin û qîmetê wan tiştêd firotî danîn ber pʼîyêd şandîya dadanîn û wana jî kʼêrʼa çi lazim bûya bela dikirin. Awa yekî lêwî ji Qubrisê, navê wî Ûsiv, ku şandîya jêrʼa digot Barnabas, ku tê feʼmkirinê: «Yê Dildayînê », eʼrdekî wî hebû firot, qîmetê wî anî ber pʼîyêd şandîya danî. Lê merivekî navê wî Hananîya tʼevî jina xwe Safêrîyayê milkʼek firot, ji qîmetê wê hinek veşart, ku jin jî haş pê hebû, hinek jî anî li ber pʼîyêd şandîya danî. Hingê Petrûs wîrʼa got: «Hananîya! Ev çawa bû ku mîrêcin qelpê xirab kire dilê te, ku tu Rʼuhʼê Pîrozrʼa derewa bikî û ji qîmetê eʼrdê hinekî veşêrî? Berî firotanê ne ew ya te bû? Û pey firotanêrʼa jî qîmetê wê destê teda nîbû? Te çima ev yek kire dilê xwe? Te ne ku merivarʼa derew kir, lê Xwedêrʼa». Gava Hananîya ev xeber bihîstin, kʼet rʼuhʼê xwe da û tirseke mezin hʼemûyêd ku bihîstin girt. Xort jî rʼabûn ew kʼefen kirin û birine derva defin kirin. Weke sê sihʼeta derbaz bû, jina wî ku nizanibû çi qewimîye, kʼete hindurʼ. Petrûs jê pirsî got: «Minrʼa bêje, we hebûka xwe hema haqasî firot?» Ewê got: «Belê, hema haqasî». Hingê Petrûs wêrʼa got: «Hûn çima bûne yek ku Rʼuhʼê Xudan bicêrʼibînin? Va ne dengê nigêd wan merivêd ku mêrê te defin kirine ji pişt dêrî tên, wê te jî derxine derva». Pêrʼa-pêrʼa ew kʼulfet kʼete ber nigêd wî û rʼuhʼê xwe da. Hingê xort kʼetine hindurʼ, ewa mirîtî dîtin, hildan birin kʼêleka mêrê wê defin kirin. Tirseke mezin kʼete ser tʼemamîya civînê û hʼemûyêd ku ev yek bihîstin. Bi destê şandîya gelek nîşan û kʼeremet nav cimeʼtêda dibûn. (Hʼemû bawermend hevrʼa hêwangeha Silêmanda dicivîyan. Tʼu kesî ji yêd mayîn newêribû nêzîkî wan bûya, lê belê cimeʼtê jî qedirê wan digirt. Lê dîsa eʼlaleta jina û mêra hê-hê zêde dibûn, yêd ku bawerîya xwe Xudan danîn.) Bona vê yekê xelqê nexweş derdixistine serê rʼîya, dadanîne ser darbesta û berʼa, wekî gava Petrûs derbaz be, tʼenê sîya wî bikʼeve ser ji wan hineka. Eʼlalet jî ji bajarêd dor-bera dihatine Orşelîmê, tʼevî xwe nexweş û yêd ku ji rʼuhʼêd hʼeram cefa dikʼişandin danîn û hʼemû jî qenc dibûn. Serekkʼahîn û hʼemûyêd tʼevî wî, ku ji kʼomela sadûqîya bûn, hʼevsûdîyêva dagirtî rʼabûn dest avîtine şandîya, avîtine kela cimeʼtîyê. Lê milyakʼetekî Xudan wê şevê dergehêd kelê vekirin, ew derxistine derva û gote wan: «Herʼin pʼaristgehêda bisekinin û cimeʼtêrʼa van hʼemû gotinêd vê jîyînê bêjin». Wana jî guhdarî kir, sibehê zû kʼetine pʼaristgehê, destpêkirin hîn kirin. Hingê serekkʼahîn kʼoma xweva hat, tʼevî tʼemamîya kʼoma rʼûspîyêd Îsraêlê, civîna giregira civand û şandine kelê ku şandîya bînin. Lê gava berdestî çûn, ew kelêda nedîtin, vegerʼîyan hatin û gotin: «Kela ji her alîyava dadayî bû û nobedar jî li ber dergeha bûn, lê gava me vekir, me hindurʼda tʼu kes nedît». Gava serwêrê nobedarêd pʼaristgehê û serekêd kʼahîna ev xeber bihîstin, ser wan eʼcêbmayî man digotin: «Gelo çi qewimîye?» Wê demê yekî hat wanrʼa got: «Va ew merivêd we avîtibûne kelê, pʼaristgehêda sekinî ne û cimeʼtê hîn dikin!» Wî çaxî serwêrê nobedara berdestîyava tʼevayî çûn ew anîn, lê ne bi zorbetîyê, çimkî ji cimeʼtê ditirsîyan, ku wan nedine ber kevira. Ew birin ber civîna giregira dane sekinandinê, serekkʼahîn ji wan pirsî û got: «Me hʼişk tʼemî li we nekir, ku bi Wî Navî hîn nekin? Lê va we Orşelîm bi hînkirina xweva tʼijî kirîye, hûn dixwazin cabdarîya xûna Wî Merivî bikine stûyê me». Petrûs û şandîyêd mayînva cab dan û gotin: «Em gerekê gurʼa Xwedê bikin, ne ku ya meriva. Xwedêyê kal-bavêd me Îsa ji mirinê rʼakir, Ewê ku we darva dardakir kuşt. Xwedê Ew bilind kir danî li milê Xweyî rʼastê, ku bibe Rʼêber û Xilazkir, wekî mecala tʼobeyê û baxşandina guna bide Îsraêlê. Em şeʼdê van tişta ne, usa jî Rʼuhʼê Pîroz, kʼîjan Xwedê da wan, yêd ku gurʼa Wîda ne». Gava wana ev yek bihîst, gelekî hêrs kʼetin û dixwestin wan bikujin. Lê fêrisîkî dersdarê Qanûnê hebû, navê wî Gamalyêl û nava tʼemamîya cimeʼtêda jî xweyîqedir bû. Eva civîna giregirada rʼabû sekinî eʼmir kir ku şandîya xêlekê derxine derva û wanrʼa got: «Gelî îsraêlîya! Hindava vanda haş ji xwe hebin ku hûnê çi bikin. Wextekê Tʼewdas pêşda hat, ku xwe danîbû dewsa yekî mezin û weke çarsid merivî jî xwe lê girtibûn, ew hate kuştinê, hʼemû peyçûyêd wî jî tʼûrʼ-tʼûrʼî bûn û kes nema. Pey wîrʼa Cihûdayê Celîlê jî rʼojêd navnivîsarêda rʼabû eʼlaleteke giran li pey xwe bir, lê ew hate kuştinê û hʼemûyêd pey wî diçûn jî bela-belayî bûn. Û niha ez vî hʼalîda werʼa dibêjim, ji van meriva vegerʼin û wan berʼdin. Heger ew şêwir yan şixul merivatî be, wê betal be, lê heger ji Xwedêda ye, hûn nikarin betal kin. Miqatî xwe bin nebe ku hûn rʼabine ber Xwedê». Civîna giregira gurʼa wî kir, gazî şandîya kirin, ew dane ber qamçîya, eʼmirî ser wan kirin, ku îdî bi navê Îsa xeber nedin û berʼdan. Evana jî ji civîna giregira çûn, şa dibûn ku bona navê Îsa hêjayî rʼezîlkirinê bûne. Her rʼoj li pʼaristgehê û malada tʼimê Mizgînî didan û hîn dikirin ku Mesîh, Îsa ye. Wan rʼojada gava şagirt zêde dibûn, cihûyêd ku yûnanî xeber didan hindava cihûyêd îbranîda bîna xwe teng dikirin, çimkî xurekê ku her rʼoj dihate belakirinê nedigihîşte jinebîyêd wan. Wî çaxî her donzdeha gazî kʼoma şagirta kir û gotin: «Ev yek ne rʼast e ku em dannasînîya xebera Xwedê bihêlin, xurek belakirinêva mijûl bin. Niha gelî bira, ji nava xweda hʼeft merivêd bi şeʼdetîya navê qenc bibijêrin, ku bi îzbatî Rʼuhʼê Pîroz û serwaxtîyêva tʼijî ne, wekî em wan daynine ser vî şixulî. Lê emê xwe bidine dua û dannasînîya xeberê». Eva yeka hʼemû bawermenda xweş hat û ev merivana bijartin: Steyfan, merivekî bi bawerî û Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî, Fîlîpo, Prokoro, Nîkanor, Tîmon, Parmênas û Nîkoloyê ji Entakyayê, ku ji pʼûtpʼaristîyê hatibû ser bawerîya cihûya. Evana ber şandîya dane sekinandinê, şandîya jî dua kirin û destêd xwe dane ser wan. Û xebera Xwedê pêşda diçû, eʼlaleta şagirta Orşelîmêda gelekî zêde dibû û ji kʼahîna jî geleka bawerî qebûl dikirin. Steyfan, ew merivekî bi kʼerem û qewata Xwedêva tʼijî bû, nav cimeʼtêda kʼeremet û nîşanêd mezin dikirin. Lê hinekêd ji kʼinîşta ku Azayî dihate gotinê, cihûyêd ji Kûrênê û Skenderyayê û usa jî cihûyêd ji qezayêd Kîlîkyayê û Asyayê rʼabûn tʼevî Steyfan kʼetine deʼwê. Lê nikaribûn li ber wê serwaxtîyê û wî Rʼuhʼê ku pê xeber dida bisekinîyana. Wî çaxî dizîva serê çend merîya tʼijî kirin ku bêjin: «Me bihîst ku eva tiştêd miqabilî Mûsa û Xwedê dibêje». Bi vî awayî cimeʼt, rʼûspî û qanûnzan tʼevîhev kirin, rʼahiştine Steyfan, ew girtin û kʼaşî civîna giregira kirin. Şeʼdêd derew anîn dane sekinandinê û wan got: «Eva tʼerka xeberdana miqabilî vî cîyê pîroz û Qanûna Mûsa nake. Me ji devê wî bihîst ku got: ‹Îsayê Nisretê wê vê Pʼaristgehê hilşîne û eʼdetêd ku Mûsa dane me biguhêze›». Hʼemûyêd civîna giregirada rʼûniştî gava li wî nihêrʼîn, dîna xwe danê rʼeng-rʼûyê wî mîna rʼeng-rʼûyê milyakʼeta bû. Hingê serekkʼahîn Steyfanrʼa got: «Ev yek rʼast in?» Ewî got: «Gelî bav û bira, bibihên! Gava bavê me Birahîm hê Mesopotamyayêda dima, ku hê neçûbû bajarê Hʼaranê, Xwedêyê rʼûmetê wîva xuya bû û jêrʼa got: ‹Ji welat û pismamêd xwe biqete û herʼe wî welatê ku ezê nîşanî te kim›. Hingê Birahîm ji welatê kʼildanîya derkʼet li Hʼaranê ma. Pey mirina bavê wîrʼa Xwedê ew warguhaste vî welatê ku hûn niha têda dimînin. Li vê derê wargeh neda wî, ne jî dewsa nigekî, lê soz da ku vî welatî çawa milkʼ bide wî û pey wîrʼa jî bide zurʼeta wî, gava ku hê zarʼêd wî tʼunebûn. Xwedê wîrʼa aha got: ‹Zurʼeta teyê welatê xelqêda xerîbîyêda be, wê wan bikine xulam û çarsid salî bidine cefê. Lê dîwana wî miletê ku wê jêrʼa bibine xulam› Xwedê got, ‹Ezê bikim, pey wê yekêrʼa ewê derên, li vî cîyî Min bihʼebînin›. Paşê sinet çawa nîşana peymanê da Birahîm. Awa gava Îshaq jêrʼa bû, rʼoja hʼeyşta ew sinet kir û Îshaq jî Aqûb usa kir, Aqûb jî her donzdeh kurʼêd xweye baveʼşîrêd me usa kirin. Baveʼşîra jî ji hʼevsûdîyê Ûsiv çawa xulam firotin, ku wî bibine Misirê, lê Xwedê tʼevî wî bû, ew ji hʼemû tengasîyêd wî xilaz kir. Gava ew ber Firewinê pʼadşê Misirê sekinî, Xwedê kʼerem û serwaxtî dayê, pʼadşê jî Ûsiv ser Misirê û tʼemamîya mala xwe kire serwêr. Hingê tʼemamîya welatê Misirê û Kenanêda bû xelayî û kʼetine oxirmê giran, kal-bavêd me nikaribûn xurek destxistana. Aqûb ku bihîst li Misirê genim dest dikʼeve, cara pêşin kal-bavêd me şandin. Cara duda Ûsiv xwe birayêd xweva da naskirinê û eʼsilê wî Firewinva eʼyan bû. Hingê Ûsiv şand gazî bavê xwe Aqûb û tʼemamîya mala wî kir, ku serhev hʼeftê pênc nefs bûn. Aqûb berjêrî Misirê bû, ew û kal-bavêd me wir mirin. Cinyazêd wan birine Şexemê kirine wî mezelê ku Birahîm bi qîmetekî zîva ji kurʼêd Hamorê Şexemê kʼirʼîbû. Gava ew wextê ku Xwedê bi sond Birahîmrʼa soz dabû nêzîk dibû, cimeʼt Misirêda gelekî zêde bibû. Wî çaxî pʼadşakî din Misirêda rʼabû, ku derheqa Ûsivda tiştek nizanibû. Ewî hʼilekʼarî li miletê me kir û kal-bavêd me dane cefê, pʼêyî ser wan kir, ku ew zarʼokêd xwe bavêjine derva, ku nejîn. Wî çaxî Mûsa ji dîya xwe bû, ew yekî gelekî bedew bû û sê meha mala bavê xweda mezin bû. Gava ew hate avîtinê, qîza Firewin ew hilda bir, çawa kurʼ xwerʼa mezin kir. Mûsa tʼemamîya serwaxtîya misirîya hîn bû, xeberdan û şixulê xweda jî zor bû. Gava çil salîya wî tʼemam bû, dilê wîrʼa derbaz bû ku serîkî bide xûşk-birayêd xwe zarʼêd Îsraêl. Ewî yekî îsraêlî dît ku yekî misirî neheqî lê dikir, çû pişta wî, hʼeyf hilda yê misirî kuşt. Mûsa tʼirê xûşk-birayêd wîyê feʼm bikin, ku Xwedê wê bi destê wî xilazbûnê bide wan, lê feʼm nekirin. Rʼoja dinê rʼastî du îsraêlîya hat ku şerʼ dikirin, xwest ku wan li hev bîne û got: ‹Eʼvdno! Hûn bira ne, çima neheqîyê li hevdu dikin?› Lê ewê ku neheqî li hevalê xwe dikir, ew deʼf da û gotê: ‹Kʼê tu ser me serwêr û hʼakim kʼifş kirî? Yan tu dixwazî min jî mîna wî misirîyê duhu bikujî?› Gava Mûsa ev yek bihîst, rʼevî welatê Midyanê xerîbîyêda ma û li wir du kurʼ jêrʼa bûn. Pey çil salîrʼa berʼîyêda li çʼîyayê Sînayê milyakʼetek nava alava agirê dirʼîyêda wîva xuya bû. Mûsa ku dît, li ser wê yekê eʼcêbmayî ma. Gava nêzîk dibûyê ku bibîne, dengê Xudan bihîst: ‹Ez Xwedêyê kal-bavêd te, Xwedêyê Birahîm, Îshaq û Aqûb im›. Mûsa dilerizî û newêribû binihêrʼîya. Hingê Xudan gotê: ‹Çarixêd nigêd xwe bêxe, çimkî ew cîyê ku tu lê sekinî yî eʼrdê pîroz e. Belê Min cefê cimeʼta Xwe Misirêda dît û zarînîya wan bihîst, peya bûm ku wan xilaz kim. De niha were Ez te bişînime Misirê›. Ew Mûsayê ku tʼexsîr kirin û gotinê: ‹Kʼê tu ser me serwêr û hʼakim kʼifş kirî?› Xwedê bi destê wî milyakʼetê ku nav dirʼîyêda wîva xuya bû, ew çawa serwêr û xilazkir şand. Ewî ew ji Misirê derxistin, Misirê, beʼra Sor û berʼîyêda çil salî nîşan û kʼeremet kirin. Mûsa hema ew bû, yê ku zarʼêd Îsraêlrʼa got: ‹Xwedê wê ji nav birayêd weda pʼêxemberekî mîna min bona we rʼake›. Mûsa ew bû, yê ku berʼîyêda nava cimeʼtê bû, li serê çʼîyayê Sînayê jî tʼevî wî milyakʼetî bû, kʼîjanî tʼevî wî kal-bavêd merʼa xeber dida. Eva ew bû, yê ku ew xeberêd jîyînê hildidan ku bide me. Lê kal-bavêd me nexwestin gurʼa wî bikin, ew tʼexsîr kirin, dilêd xweda vegerʼîyane Misirê û Harûnrʼa gotin: ‹Merʼa xwedêya çêke, ku pêşîya me kʼevin, çimkî ew Mûsayê ku em ji welatê Misirê derxistin, em nizanin çi hate serê wî›. Hema wan rʼojada pʼûtekî mîna golika çêkirin, qurban wî pʼûtîrʼa dan û bona şixulê destê xwe kʼêf kirin. Hingê Xwedê berê Xwe ji wan guhast û hişt ku ew steyrkêd eʼzmên bihʼebînin, çawa kʼitêba pʼêxemberada nivîsar e: ‹Gelo çil salî qurban û hʼedî we berʼîyêda Minrʼa dan, Mala Îsraêl? Na, lê we konê Molox xwedê û steyrka Rʼemfan xwedêyê xwe hildidan, ev sûret in, yêd ku we çêkirin, wekî hûn wan bihʼebînin. Bona vê yekê Ezê we biguhêzime wî alîyê welatê Babîlonê›. Konê Şeʼdetîyê berʼîyêda tʼevî kal-bavêd me bû. Ew usa hate çêkirinê, çawa Ewê ku Mûsarʼa xeber da, eʼmir kir ku mîna wî şikilê ku dîtibû çêke. Paşê kal-bavêd me jî ew konê ku ji pêşîya wanrʼa mabû, hildan anîne vî welatî, wî wextê ku wan tʼevî Yêşû ji wan mileta zeft kiribûn û Xwedê ji ber kal-bavêd meva berî wan mileta dabû. Ew kon li wir ma hʼeta wextê Dawid. Dawid jî kʼerem ji Xwedê stand, xwest ku xanekê bona Xwedêyê Aqûb çêke. Lê Silêman bona Wî xanek çêkir. Lê belê Yê Herî Jorin malêd bi desta çêkirîda namîne, çawa pʼêxember dibêje: ‹Eʼzman kʼursîya Min e, eʼrd jî binê pʼîyêd Min e. Hûnê çi malê Minrʼa çêkin? Xudan dibêje. Yan jî çi cîyî bona rʼihʼetîya Min? Ne destêd Min ev her tişt çêkirine? › Serhʼişkno! Kʼafir û guhada kerʼno! Hûn tʼimê miqabilî Rʼuhʼê Pîroz disekinin, kal-bavêd we çawa bûne, hûn jî usa ne. Kal-bavêd we ji pʼêxembera kʼîjan nezêrandin? Ewêd ku hê berêda bona hatina Yê Rʼast digotin, dikuştin. Û va niha jî we nemamîya Wî kir û kuşt. Werʼa Qanûn bi destê milyakʼeta hate dayînê, lê we xwey nekir!» Gava ev tişt dibihîstin, hewa wan dikʼet û diranêd xwe ser wî diçʼirʼikandin. Lê Steyfan bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî berê xwe eʼzmênda kir, rʼûmeta Xwedê û Îsa li milê Xwedêyî rʼastê sekinî dît û got: «Va ye ez eʼzmana vebûyî dibînim û Kurʼê Mêriv li milê Xwedêyî rʼastê sekinî!» Wî çaxî wana kire qîrʼîn û guhêd xwe girtin, hʼemû hevrʼa rʼahiştine wî, ew ji bajêr derxistin, dane ber kevira. Şeʼda jî kʼincêd xwe danîne ber nigêd xortekî navê wî Şawûl. Gava kevir davîtinê, Steyfan dua kir û got: «Xudan Îsa, rʼuhʼê min bistîne». Hingê wî çok da, bi dengê bilind kire gazî: «Xudan, vê yekê vanarʼa gune hʼesab neke». Aha ku got, hênijî. Şawûl jî qayl bû, ku ew bê kuştinê. Ewê rʼojê miqabilî civîna Orşelîmêda zêrandineke giran destpêbû. Pêştirî şandîya hʼemûyêd bawermend belayî tʼopraxêd Cihûstanê û Sameryayê bûn. Merivêd xwedêxof Steyfan defin kirin û şîneke giran ser kirin. Lê Şawûl gelek zirar dida civînê, mal-mal digerʼîya jin û mêr kʼaşî derva dikirin davîtine kelê. Ewêd bela-belayî bibûn digerʼîyan, Mizgînîya xeberê didan. Fîlîpo jî berjêrî bajarekî Sameryayê bû, wanrʼa bona Mesîh dannasîn dikir. Eʼlaletê bi dil guhdarîya gotinêd Fîlîpo dikir, gava dibihîstin û didîtin ew kʼeremetêd ku wî dikirin. Ji gelek cinakʼetîya rʼuhʼêd hʼeram bi dengê bilind dikirine qîrʼîn derdikʼetin û gelek şilûşeʼt, nigada seqet qenc dibûn. Hingê şabûneke mezin kʼete wî bajarî. Merivek wî bajarîda hebû navê wî Şimhʼûn, ewî hê zûva sêrbazî dikir û samerî eʼcêbmayî dikirin û xwe jî danîbû dewsa yekî mezin. Tʼemamîya cimeʼtê ji biçʼûka hʼeta mezina bi dil guh didane wî û digotin: «Ev e ew ‹Qewata Xwedêye mezin› ku dibêjin». Bi dil guh didane wî, çimkî ewî zûva bi sêrbazîyêd xwe ew eʼcêbmayî kiribûn. Lê gava ewî ew mizgînîya Fîlîpo bawer kir, ya ku bona Pʼadşatîya Xwedê û navê Îsa Mesîh dida, hin mêr hin jin, hʼemû jî pê avê hatine nixumandinê. Şimhʼûn xwexa jî bawer kir hate nixumandinê û tʼimê tʼevî Fîlîpo bû. Û gava ew nîşan û kʼeremetêd zor ku dibûn didît, eʼcêbmayî dima. Şandîyêd Orşelîmêda gava bihîstin, wekî Sameryayê xebera Xwedê qebûl kirîye, Petrûs û Yûhʼenna şandine cem wan. Ew ku berjêr bûn, bona wan dua kirin ku Rʼuhʼê Pîroz bistînin, çimkî hʼeta hingê hê Rʼuhʼê Pîroz nehatibû ser ji wan tʼu kesî, tʼenê bi navê Xudan Îsa hatibûne nixumandinê. Hingê Petrûs û Yûhʼenna destêd xwe danîne ser wan û wana Rʼuhʼê Pîroz stand. Gava Şimhʼûn dît, wekî bi dest danîna şandîya Rʼuhʼê Pîroz distînin, pʼere dirêjî wan kir û got: «Evî hʼukumî bidine min jî, ku ez destê xwe daynime ser kʼê, Rʼuhʼê Pîroz bistîne». Lê Petrûs wîrʼa got: «Zîvê te bira tʼevî te bitʼerʼibe! Te tʼirê pʼêşkʼêşa Xwedê pʼeretî tê standinê! Pʼara te vê yekêda tiştek tʼune, çimkî dilê te li ber Xwedê ne rʼast e. Niha ji wê xirabîya xwe vegerʼe, rʼeca ji Xudan bike, belkî ev nêta teye xirab bê baxşandinê, çimkî ez te nava teʼlayîya zirav û qeydêd neheqîyêda dibînim». Şimhʼûn lê vegerʼand û got: «Hûn bona min hîvî ji Xudan bikin, wekî ji ew gotinêd we tʼu tişt neyê serê min». Gava wana şeʼdetî da û xebera Xudan xeber dan, paşda vegerʼîyane Orşelîmê û li ser rʼîya xwe gelek gundêd Sameryayêda jî Mizgînî didan. Hingê milyakʼetekî Xudan Fîlîporʼa got: «Rʼabe herʼe alîyê başûrê, ser wê rʼîya ku ji Orşelîmê berjêrî Gazzayê dibe», ku çol-bestek bû. Ew jî rʼabû çû û dîna xwe dayê, va ye nemêrekî ji Etyûpîyê wezîrê Kendakê, awa gotî pʼadşa Etyûpîyê, ku wekʼîlê tʼemamîya xizna wê bû, bona hʼebandinê hatibû Orşelîmê. Ew ji wir vedigerʼîya û eʼreba xweda kʼitêba Îşaya pʼêxember dixwend. Rʼuhʼ Fîlîporʼa got: «Pêşda herʼe û rʼex eʼrebêva here». Fîlîpo jî bezî nêzîk bûyê, bihîst ku ew kʼitêba Îşaya pʼêxember dixûne û jê pirsî: «Çi ku tu dixûnî feʼm dikî?» Ewî gotê: «Ezê çawa bikaribim feʼm bikim, heger yek minrʼa şiroveneke?» Û hîvî ji Fîlîpo kir ku rʼabe rʼex wî rʼûnê. Ew cîyê ku wî nivîsarêda dixwend ev bû: «Mîna peza bona serjêkirinê hate birinê û çawa berxa li ber qusêsê xwe nake kʼalîn, devê Xwe venake. Ew nimiz kirin û heqê Wî jê standin. Derheqa zurʼeta Wîda kʼê wê gilî ke? Çimkî eʼmirê Wî ji rʼûbarê dinê hate hildanê». Nemêr ji Fîlîpo pirsî û gotê: «Ez hîvî dikim minrʼa bêje, pʼêxember van tişta bona kʼê dibêje? Bona xwe yan bona yekî mayîn?» Fîlîpo rʼabû wê nivîsarêda destpêkir derheqa Mizgînîya Îsada wîrʼa şirovekir. Û nemêr eʼmir kir, ku eʼrebê bidine sekinandinê, her du jî kʼetine avê û Fîlîpo nemêr nixumand. Gava ewana ji avê derkʼetin, Rʼuhʼê Xudan Fîlîpo hilda, îdî nemêr Fîlîpo nedît, ew eşq û şa rʼîya xweda çû. Lê Fîlîpo Aşdodêda xuya bû û digerʼîya, Mizgînî dida her bajarî, hʼeta Qeyserîyê jî hat. Şawûl jî hʼeta hingê hê gef li şagirtêd Xudan dixwar ku wan bide kuştinê. Ew çû cem serekkʼahîn, destûrneʼme ser kʼinîştêd Şamê ji wî xwestin, wekî hʼukumê wî hebe jin û mêrêd ku li pey vê Rʼê diçin heger bibîne, wan bigire girêdayî bîne Orşelîmê. Gava diçû nêzîkî Şamê bû, nişkêva ji eʼzmên rʼonayîkê dora wî şewq da. Ew kʼete eʼrdê û dengek bihîst ku wîrʼa digot: «Şawûl, Şawûl! Tu çima Min dizêrînî?» Ewî jî got: «Tu kʼî yî, Xudan?» Wî dengî gotê: «Ez ew Îsa me, Yê ku tu dizêrînî. De niha rʼabe herʼe bajêr, wê terʼa bê gotinê tê çi bikî». Ew merivêd ku tʼevî wî diçûn sar bûn sekinîn û zar-ziman kʼetin. Wan ew deng dibihîst, lê kesek nedidîtin. Şawûl ji eʼrdê rʼabû, çʼeʼvêd wî vekirî bûn, lê tişt nedidît. Hingê destê wî girtin birine Şamê. Ew sê rʼoja kor ma, ne xwar û ne jî vexwar. Şamêda şagirtekî navê wî Hananîya hebû, Xudan dîtinokêda hate ber çʼeʼva û wîrʼa got: «Hananîya!» Ewî got: «Ez vira me, Xudan». Xudan wîrʼa got: «Rʼabe herʼe wê kʼûça ku jêrʼa Rʼast dibêjin, mala Cihûdada bona yekî ji Tarsûsê navê wî Şawûl bipirse, çimkî va ye ew dua dike, dîna xwe dayê, va merîk dîtinokêda hate ber çʼeʼva, navê wî Hananîya, ew hat destêd xwe danîne ser wî, ku ew dîsa bibîne». Hananîya lê vegerʼand û got: «Xudan, bona vî merivî min ji geleka bihîstîye, wekî Orşelîmêda wî çiqas xirabî li cimeʼta Te kirîye. Vir jî alîyê serekêd kʼahînada hʼukumê wî heye, hʼemûyêd ku gazî navê Te dikin bigire». Lê Xudan jêrʼa got: «Tu herʼe, çimkî Min ew çawa hacetek bijartîye, wekî navê Min necihûya, pʼadşa û zarʼêd Îsraêlêva bide naskirinê. Ezê Xwexa nîşanî wî kim, ku çiqasî gerekê bona navê Min cefê bikʼişîne». Hananîya jî çû kʼete wê malê, destê xwe danî ser wî û gotê: «Şawûl bira! Xudan ez şandime, ew Îsayê rʼêva rʼastî te hat, wekî tu dîsa bibînî û bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bî». Destxweda ji çʼeʼvêd wî mîna kapekê tişt jê warîyan, dît, rʼabû pê avê hate nixumandinê, xwarin xwar û qewata wî hate cî. Çend rʼoja Şawûl cem şagirtêd Şamêda ma. Destxweda Şawûl destpêkir kʼinîştada bona Îsa dannasîn kir û got ku: «Ew Kurʼê Xwedê ye». Hʼemûyêd ku dibihîstin, eʼcêbmayî diman û digotin: «Eva ew nîne, ku Orşelîmêda yêd ku gazî Vî Navî dikirin dikuştin? Û bona wê yekê hatîye vir jî, wekî wan bigire û bibe bide destê serekêd kʼahîna?» Lê Şawûl hînkirinêda hê qewat dibû, îzbat dikir ku Mesîh hema Îsa ye û dengê hʼemû cihûyêd Şamêda dida birʼînê. Gava gelek rʼoj derbaz bûn, cihû şêwirîn ku wî bikujin, lê Şawûl nêta wane xirab hʼesîya. Ew şev û rʼoj ber dergehêd bajêr bûn ku wî bikujin, lê şagirtêd wî jî şev ew bi zembîlê dîwêrva daxistin. Gava Şawûl hate Orşelîmê, wî dikir ku tʼevî şagirta be, lê hʼemû ji wî ditirsîyan, wan bawer nedikirin ku ew jî bûye şagirt. Hingê Barnabas ew hilda bire cem şandîya û wanrʼa gilî kir, ku ewî rʼêda çawa Xudan dîtîye û tʼevî wî xeber daye, Şamêda jî çawa mêrkʼîmî navê Îsa dannasîn kirîye. Şawûl Orşelîmêda tʼevî wan rʼadibû-rʼûdinişt û bi navê Îsa Xudan mêrkʼîmî dannasîn dikir. Usa jî tʼevî cihûyêd ku bi yûnanî xeber didan bi xeberdanê dikʼete deʼwê, wana jî dikir ku ew bikuşta. Gava bira vê yekê hʼesîyan, ew berjêr birine Qeyserîyê û derbazî Tarsûsê kirin. Awa civîn li tʼemamîya Cihûstanê, Celîlê û Sameryayê demekê eʼdilayîyêda bû, rʼuhʼanîyêda ava dibû, bi xofa Xudan û bi dildayîna Rʼuhʼê Pîroz pêşda diçû, bawermend zêde dibûn. Petrûs jî hʼemû cîya digerʼîya û berjêrî cem cimeʼta Xwedêye Lîdayê jî bû. Wir merivek dît navê wî Eynêyas, ku hʼeyşt salêd wî bûn, şilûşeʼt cî-nivînada pʼaldayî bû. Petrûs wîrʼa got: «Eynêyas! Îsa Mesîh te qenc dike. Rʼabe û nivîna xwe bide hev». Ew pêrʼa-pêrʼa rʼabû ser xwe. Hʼemû binelîyêd Lîdayê û deşta Şaronê ew dîtin û berbi Xudan vegerʼîyan. Yafayêda kʼulfeteke şagirt hebû, navê wê Tabîtʼa, ku «Xezal» tê welgerʼandinê. Eva nava hʼemû qencî û xêrkirinada mabû. Wan rʼojada ewa nexweş kʼet mir û ew şûştin oda jorinda danîn. Yafa nêzîkî Lîdayê bû. Gava şagirta bihîst ku Petrûs li wir e, du merî şandin hîvî kirin û gotin: «Derengî nebe zû were cem me». Petrûs jî rʼabû tʼevî wan hat. Gava gihîşte wir, ew birine oda jorin, hʼemû jinebîya dora wî girt û bi girî ew kʼinc û kirasêd ku saxîya xweda Xezalê bona wan dirûtibûn, nîşanî wî didan. Hingê Petrûs hʼemû derxistine derva, çok da dua kir û ser cinyazda vegerʼîya got: «Tabîtʼa! Rʼabe ser xwe». Ewê çʼeʼvêd xwe vekirin, li Petrûs nihêrʼî, rʼabû rʼûnişt. Ewî destê xwe da wê rʼakire pʼîya, paşê gazî cimeʼta Xwedê û jinebîya kir, ew sax ber wan da sekinandinê. Eva yeka tʼemamîya Yafayêda bela bû û geleka bawerîya xwe Xudan anîn. Petrûs gelek rʼoja li Yafayê mala Şimhʼûnê çʼermkerda ma. Qeyserîyêda merivekî navê wî Korʼnêlyo hebû, rʼefa «Ordîya Îtalyayêda» sersed bû. Ew mala xweva yekî xweyîman û xwedêxof bû, cimeʼta cihûyarʼa jî gelek xêr dikirin û her gav ber Xwedê dua dikir. Ewî nîvro nêzîkî sihʼeta sisîya dîtinokêda ber çʼeʼvê xwe aşkere milyakʼetekî Xwedê dît ku hate cem wî û wîrʼa got: «Korʼnêlyo!» Ewî ku li wî nihêrʼî, saw kʼete ser û got: «Çi ye Xudan?» Milyakʼet gotê: «Xwedê dua û xêrêd te qebûl kirin û ew bîr nake. De niha merîya bişîne Yafayê, gazî Şimhʼûn ke, yê ku jêrʼa Petrûs dibêjin. Ew çawa mêvan mala Şimhʼûnê çʼermkerda ber beʼrê dimîne». Gava ew milyakʼetê ku wîrʼa xeber dida çû, ewî gazî du xulamêd malê û eskerekî berdestîyî xweyîman kir û her tişt wanrʼa gilî kir şandine Yafayê. Rʼoja dinê ewana hê diçûn û nêzîkî bajêr dibûn, Petrûs nêzîkî sihʼeta donzdeha rʼabû ser xênî ku dua bike. Ew birʼçî bû xwest ku nan bixwe. Hê gava nan hazir dikirin, mîna sihʼetekê ser wîrʼa derbaz bû. Û wî dîna xwe dayê, va eʼzman vebû, tiştekî mîna destexana mezin her çar goşava dardabû, dihate xwarê ser eʼrdê. Ser wê her cûrʼe hʼeywanêd çarpʼê, şûlikîyêd eʼrdê û teyredêd eʼzmên hebûn. Deng hate wî: «Rʼabe Petrûs, serjêke û bixwe». Lê Petrûs got: «Hʼaşa ji min Xudan, min tʼu car tiştekî hʼeram yan pʼîs nexwarîye». Cara duda ew deng hate wî: «Ew tiştê ku Xwedê hʼelal kirîye tu hʼeram hʼesab neke». Eva yeka sê cara qewimî û hingê ew destexan eʼzmênva hate hilatinê. Petrûs hê eʼcêbmayî nav xweda difikirî: «Ev çi dîtinok bû min dît?» va ew merivêd ku Korʼnêlyo şandibûn li ber dergeh sekinîn û mala Şimhʼûn pirsîn. Deng dan gotin: «Şimhʼûnê ku jêrʼa Petrûs dibêjin li vir mêvan e?» Petrûs hê ser wê dîtinokê difikirî, Rʼuhʼ jêrʼa got: «Va ne sê merî li te digerʼin. De îdî rʼabe herʼe xwarê û dudilî nebe tʼevî wan herʼe, çimkî Min ewana şandine». Petrûs jî peya bû, çû cem wan meriva û got: «Ez im ewê ku hûn lê digerʼin. Hûn bona çi hatine?» Wan got: «Korʼnêlyoyê sersed em şandine. Ew merivekî rʼast, xwedêxof û alîyê tʼemamîya miletê cihûyada jî xweyîyê şeʼdetîya qenc e. Ewî eʼmir ji milyakʼetekî pîroz stand, ku te gazî mala xwe ke û xeberdana te bibihê». Hingê Petrûs ew tʼeglîfî malê kirin, cîyê şevê da wan. Rʼoja dinê Petrûs rʼabû tʼevî wan çû, çend bawermendêd Yafayê jî tʼevî wî çûn. Rʼoja din gihîştine Qeyserîyê, Korʼnêlyo jî gazî xwexatî û dostêd xwe kiribû û hîvîya wan bû. Gava Petrûs dikʼete hindurʼ, Korʼnêlyo pêşîya wîda çû û kʼete ber niga û ber ta bû. Lê Petrûs ew rʼakire pʼîya û gotê: «Rʼabe bisekine, ez xwexa jî merî me». Wîrʼa bi xeberdanê kʼete hindurʼ û li wir gelek civîyayî dîtin. Ewî wanarʼa got: «Hûn xwexa zanin ku ne eʼdetê mêrê cihû ye, ku tʼevî necihûya rʼabe-rʼûnî, yan hevva herʼin-bên. Lê Xwedê ber min vekir, wekî ez tʼu kesî pʼîs yan hʼeram hʼesab nekim. Bona wê yekê jî gava gazî min kirin, min na-na nekir rʼabûm hatim. Û ez niha dipirsim, we bona çi gazî min kirîye?» Korʼnêlyo got: «Berî çar rʼoja, nêzîkî vî çaxî min duayê sihʼeta sisîya mala xweda dikir, nişkêva merivek bi kʼincê çîl-qerqaş li ber min sekinî û got: ‹Korʼnêlyo! Xwedê duayêd te bihîstin û xêrêd teye kirî jî bîr anîn. Niha merîya bişîne Yafayê gazî Şimhʼûn ke, yê ku jêrʼa Petrûs dibêjin, ew çawa mêvan li mala Şimhʼûnê çʼermkerda ber beʼrê dimîne›. Min jî pêrʼa-pêrʼa şandine cem te û te jî qenc kir ku tu hatî. Niha em hʼemû jî li ber Xwedê sekinî ne, ku çi ji Xudan terʼa hatîye eʼmirkirinê bêjî, em jî bibihên». Petrûs dest bi xeberdanê kir û got: «Ez niha feʼm dikim, wekî Xwedê rʼastî jî firqîyê nake nava mileta. Lê ji nav her miletîda, yê ku ji Wî xof dike û rʼastîyê dike li Wî qebûl e. Hûn îdî rʼind zanin ku Xwedê eva xebera zarʼêd Îsraêlrʼa şand, bi Îsa Mesîh Mizgînîya eʼdilayîyê da, Yê ku Xudanê hʼemûya ye. Usa jî zanin ji Celîlê girtî tʼemamîya Cihûstanêda çi qewimî, pey wê nixumandinêrʼa, ya ku Yûhʼenna dannasîn kir, çawa Xwedê Îsayê Nisretê bi Rʼuhʼê Pîroz û qewatê kʼifş kir, ku bi qencîkirinê gerʼîya û hʼemûyêd ku bin bindestîya mîrêcinda bûn qenc kirin, çimkî Xwedê tʼevî Wî bû. Em xwexa şeʼdêd wan hʼemû tişta ne, yêd ku Ewî tʼopraxêd Cihûstanê û Orşelîmêda kirin. Paşê Ew darva dardakirin û kuştin, lê Xwedê Ew rʼoja sisîya ji mirinê rʼakir, da eʼyankirinê, ne ku hʼemû cimeʼtêrʼa, lê wan şeʼdarʼa, yêd ku pêşîyê ji alîyê Xwedêda hatibûne bijartinê, awa gotî merʼa, yêd ku pey mirin-rʼabûna Wîrʼa tʼevî Wî xwarin û vexwarin. Û Ewî tʼemî li me kir, wekî em cimeʼtêrʼa dannasîn kin û şeʼdetîyê bidin ku Ew e hʼakimê mirîya û zêndîya ji Xwedêda kʼifşkirî. Hʼemû pʼêxember şeʼdetîya Wî didin, ku hʼemûyêd bawerîya xwe Wî bînin, wê bi saya navê Wî baxşandina guna bistînin». Petrûs hê ev tişt digotin, Rʼuhʼê Pîroz hate ser hʼemûyêd ku ev gotin dibihîstin. Bawermendêd eʼsilê xweda cihû, yêd ku tʼevî Petrûs hatibûn, zendegirtî man, ku Rʼuhʼê Pîroz çawa pʼêşkʼêş ser necihûyada jî barî, çimkî bihîstin ku wana bi zimana xeber didan û şikirî didane Xwedê. Hingê Petrûs got: «Îdî kʼî dikare nehêle ku evana pê avê bêne nixumandinê, yêd ku mîna me Rʼuhʼê Pîroz jî standin?» Wî çaxî eʼmir kir ku bi navê Îsa Mesîh bêne nixumandinê. Paşê wana hîvî ji wî kir ku çend rʼoja li wir bimîne. Şandîya û bawermendêd alîyê Cihûstanêda diman, bihîstin ku necihûya jî xebera Xwedê qebûl kirine. Gava Petrûs hevraz çû Orşelîmê, bawermendêd eʼsilê xweda cihû ew neheq dikirin û digotin: «Tu çûyî cem merivêd nesinetkirî û te tʼevî wan nan xwarîye!» Hingê Petrûs destpêkir bi hûr-gilî wanrʼa şirovekir û got: «Min bajarê Yafayêda dua dikir, mîna sihʼetekê ser minrʼa derbaz bû. Û min dîtinokêda li ber çʼeʼvê xwe dît, derdaneke mîna destexana mezin her çar goşava ji eʼzmên dardabû hate xwarê, li ber min sekinî. Ez hê zûrʼ bibûm min lê dinihêrʼî, min dîna xwe dayê, va ne hʼeywanêd çarpʼê, rʼeʼwir, şûlikîyêd eʼrdê û teyredêd eʼzmên. Hingê min dengek bihîst ku minrʼa got: ‹Rʼabe Petrûs, serjêke û bixwe›. Lê min got: ‹Hʼaşa ji min, Xudan, tʼu car tiştekî hʼeram yan pʼîs nekʼetîye devê min›. Cara duda ewî dengî ji eʼzmên li min vegerʼand û got: ‹Ew tiştêd ku Xwedê hʼelal kirîye, tu hʼeram hʼesab neke›. Eva yeka sê cara qewimî û her tişt paşda eʼzmênva hate kʼişandinê. Hema wî çaxî sê merîyêd ku ji Qeyserîyê şandibûne pey min ber mala ku em têda diman sekinîn. Rʼuhʼ minrʼa got: ‹Tʼevî wan herʼe, dudilî nebe›. Ev her şeş bira jî tʼevî min hatin û em çûne mala wî merivî. Ewî merʼa got, ku çawa mala xweda milyakʼet dîtîye, ku sekinî ye wîrʼa gotîye: ‹Merîya bişîne Yafayê û gazî Şimhʼûn ke, yê ku jêrʼa Petrûs dibêjin. Ewê terʼa wan gotina bêje, bi kʼîjana tê û tʼemamîya neferêd mala xweva xilaz bî›. Û min hema dest bi xeberdanê kir, Rʼuhʼê Pîroz hate ser wan, çawa pêşîyê hate ser me. Wî çaxî hate bîra min ew xebera ku Xudan gotibû: ‹Yûhʼenna bi avê nixumand, lê hûnê bi Rʼuhʼê Pîroz bêne nixumandinê›. Awa heger Xwedê xût ew pʼêşkʼêş da wan, kʼîjan da me, gava me bawerîya xwe Xudan Îsa Mesîh anî, ez kʼî bûm ku miqabilî Xwedê bisekinîyama?» Gava ku ev yeka bihîstin, dengê xwe birʼîn, şikirî dane Xwedê û gotin: «Wekî usa ye Xwedê eva mecala da necihûya jî, ku ji gunekirinê vegerʼin û bijîn». Ewêd ku ji dest wê zêrandina pey kuştina Steyfanrʼa bela-belayî bibûn, gihîştine hʼeta Fînîkyayê, Qubrisê û Entakyayê û tʼenê cihûyarʼa xeber dannasîn dikirin. Lê nava wanda hinek ji merivêd Qubrisê û Kûrênê hebûn, ku gava çûn kʼetine Entakyayê, yûnanarʼa jî xeber didan, Mizgînîya Xudan Îsa didan. Destê Xudan wanrʼa bû, geleka bawer kir, berbi Xudan vegerʼîyan. Bona wan ev deng-beʼsa gihîşte civîna Orşelîmê, Barnabas şandine Entakyayê. Gava gihîştê û kʼerema Xwedê dît, şa bû û dil dida wan hʼemûya ku bi tʼemamîya dilê xweva Xudanrʼa amin bimînin. Barnabas merivekî qenc, Rʼuhʼê Pîroz û bawerîyêva tʼijî bû. Gelek cimeʼt ser bawermendêd Xudanda zêde bû. Hingê Barnabas derbazî Tarsûsê bû, ku li Şawûl bigerʼe, ew dît anî Entakyayê. Ewana hevrʼa tʼemamîya salekê tʼevî civînê dicivîyan û gelek cimeʼt hîn dikirin. Pêşîyê Entakyayêda şagirt «mesîhî» hatine navkirinê. Wan rʼoja ji Orşelîmê pʼêxember berjêrî Entakyayê bûn. Ji wan yek, ku navê wî Hagabo bû, rʼabû bi Rʼuhʼ eʼlam kir, ku wê tʼemamîya dinyayêda bibe xelayîke giran. Û usa jî eva xelaya hêna Klawdyo Qeyserda bû. Hingê şagirtêd Entakyayê qirar kirin ku ji destê kʼêva çiqas tê alîkʼarîyê bona bawermendêd Cihûstanê bişînin. Usa jî kirin, bi destê Barnabas û Şawûl berpirsîyarêd civînêrʼa şandin. Wan çaxada Hêrodes pʼadşa destê xwe hilda ser hinekêd ji civînê ku wan bide cefê, Aqûbê birê Yûhʼenna bi şûr da kuştinê. Ewî dîna xwe dayê, ku kirina wî li cihûya xweş hat, rʼabû Petrûs jî da girtinê. Ev yek rʼojêd Cejina Nanê Şkevada qewimîn. Gava Petrûs girt, avîte kelê sparte çar tʼaxima, ku her tʼaximek çar-çar esker bûn, wekî miqatî wî bin. Nêta wî ew bû ku pey Cejina Derbazbûnêrʼa wî derxe ber cimeʼtê, dîwana wî bike. Îdî Petrûs kelêda girtî bû, lê civînê bona wî bi dil û can, bi dua hîvî ji Xwedê dikir. Wê şevê, ku sibetirê Hêrodes dixwest ew derxista ber cimeʼtê, bona dîwankirinê, Petrûs bi du zincîra girêdayî nava du eskerada rʼazayî bû, nobedara jî ber dêrî nobedarîya kelê dikir. Nişkêva milyakʼetekî Xudan ber sekinî, rʼonayê wî cîyî şewq da û niçʼande kʼêleka Petrûs, ew hʼişyar kir û gotê: «Zû rʼabe». Zincîr ji destêd wî kʼetin. Hingê milyakʼet wîrʼa got: «Pişta xwe girêde û çarixêd xwe ser nigêd xweva ke». Ewî jî usa kir. Paşê wîrʼa got: «Qapʼûtê xwe bavêje ser xwe û pey min were». Petrûs jî derkʼet da pey wî çû, lê nizanibû ew kirina milyakʼet rʼast e, wî tʼirê xewnê dibîne. Ewana ji nobedarêd pêşin û duda derbaz bûn, hʼeta dergehê hʼesinî hatin, kʼîjanî derdixiste nav bajêr. Dergeh xwexa li ber wan vebû, ji wir derkʼetin kʼûçekê derbaz bûn, nişkêva milyakʼet ji wî qetîya. Hingê Petrûs ser hʼişê xweda hat, got: «Ez niha rʼast zanim ku Xudan milyakʼetê Xwe şand, ez ji destê Hêrodes û ji wan hʼemû tiştêd ku cihû hîvîyê bûn xilaz kirim». Gava ev yek feʼm kir, çû mala Meryema dîya Yûhʼennayê ku jêrʼa Marqos digotin, ku li wir gelek civîyabûn dua dikirin. Petrûs dergeh xist, carîke navê wê Rʼoda çû guhê xwe da ser. Dengê Petrûs nas kir, ji şabûna dergeh venekir, lê rʼevî çû hindurʼ got: «Petrûs li ber dergeh sekinî ye!» Wana wêrʼa got: «Te hʼişê xwe unda kirîye?» Lê ewa ser ya xwe bû, ku rʼast e. Wana got: «Qey milyakʼetê wî ye?» Petrûs jî serhev-serhev dergeh dixist. Gava vekirin ew dîtin, hʼişê serê wan çû. Ewî destê xwe hʼejand ku kerʼ bin û gilî kir çawa Xudan ew ji kelê derxistîye, usa jî got: «Vê yekê Aqûb û xûşk-birayêd dinrʼa jî bêjin». Xwexa jî rʼabû çû cîkî din. Sibeh ku safî bû, esker gelekî tʼevîhev bûn, gelo çi hate serê Petrûs? Gava Hêrodes li wî gerʼîya û ew nedît, ji eskera her tişt pirsî û eʼmir kir ku bêne kuştinê. Paşê Hêrodes ji Cihûstanê berjêrî Qeyserîyê bû û wir ma. Hêrodes li miletêd Sûr û Saydayê rʼabibû xezebê. Evana jî hevrʼa rʼabûn hatin, Bilasto wekʼîlê mala Hêrodes anîne rʼayê û hîvî kirin ku li hev bên, çimkî bajarêd wan ji welatê wî pʼadşayî xurek distandin. Rʼojeke kʼifşkirî Hêrodes kʼincê pʼadşatîyê lê, li herema dîwanê rʼûnişt û bi cimeʼtî wanarʼa xeber dida. Eʼlaletê jî dikire qîrʼîn û digot: «Eva dengê xwedêkî ye, ne yê merîya ye!» Destxweda milyakʼetekî Xudan wî xist, bona ku wî şikirî neda Xwedê, kurmî bû mir. Lê xebera Xwedê berfire û zêde dibû. Barnabas û Şawûl gava qulixê xwe qedandin, ji Orşelîmê vegerʼîyan, Yûhʼennayê ku jêrʼa Marqos digotin jî tʼevî xwe anîn. Civîna Entakyayêda çend pʼêxember û dersdar hebûn, Barnabas, Şimhʼûnê ku jêrʼa Nîgêr digotin, Lûkyoyê ji Kûrênê, Menayînê ku tʼevî Hêrodesê serwêr mezin bibû û Şawûl. Evana ku nava hʼebandina Xudanda bûn û rʼojî digirtin, Rʼuhʼê Pîroz wanrʼa got: «Barnabas û Şawûl Minrʼa bona wî şixulê ku Min gazî wan kirîye cude kin». Wî çaxî rʼojî girtin, dua kirin, destêd xwe danîne ser wan û ew şandin. Awa evana ku ji Rʼuhʼê Pîroz hatine şandinê, berjêrî Sêlûkyayê bûn û ji wir bi gemîyê derbazî Qubrisê bûn. Gava gihîştine Selamîsê, kʼinîştêd cihûyada xebera Xwedê dannasîn dikirin û Yûhʼenna jî kʼomekdarê wan bû. Ew tʼemamîya wê giravê gerʼîyan, gihîştine hʼeta Pafosê. Li wir pʼêxemberekî cihûyayî derew û sêrbaz dîtin ku navê wî Baryêşû bû. Eva yekî ji berdestîyêd Sergîyo Pawlosê welî bû. Sergîyo Pawlos jî merivekî aqil bû, evî gazî Barnabas û Şawûl kir, ku xebera Xwedê bibihê. Lê Baryêşûyê sêrbaz, awa gotî bi yûnanî Êlûmas, miqabilî wan rʼabû û dikir ku welî ji bawerîyê bixalifîne. Hingê Şawûlê ku jêrʼa Pawlos jî dibêjin, bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî li wî sêrbazî nihêrʼî û gotê: «Hey mixeneto û hʼemû fêlbazîyava tʼijîyo! Cewrikê mîrêcin! Dijminê tʼemamîya rʼastîyê! Tê hʼeta kʼengê tʼerka xalifandina rʼîyêd Xudane rʼast nekî? Va destê Xudan niha wê ser te giran be, tê kor bî û demekê teʼvê nebînî». Û destxweda mij û dûman hate ser wî, virda-wêda dikʼet rʼêber dixwestin. Wî çaxî welî ku ev yek dît, bawer kir, ser wê hînkirina bona Xudan eʼcêbmayî ma. Hingê Pawlos hevalêd xweva bi gemîyê ji Pafosê rʼêkʼetin hatine Pergêya Pamfîlyayê. Yûhʼenna li wir ji wan qetîya, vegerʼîya Orşelîmê. Ewana jî ji Pergê çûne Entakya Pisîdyayê, rʼoja şemîyê kʼetine kʼinîştê rʼûniştin. Pey xwendina Qanûn û nivîsarêd pʼêxemberarʼa serwêrêd kʼinîştê yek şandine cem wan û gotin: «Gelî bira, heger gotineke we heye ku dil bidine cimeʼtê, kʼerem kin bêjin». Pawlos rʼabû, destê xwe hʼejand û got: «Gelî cimeʼta Îsraêlê û necihûyêd ku ji Xwedê ditirsin guhdar bin! Xwedêyê vî miletê Îsraêlê kal-bavêd me bijartin û milet li welatê Misirê xerîbîyêda zêde kir. Bi destê zor ew ji wir derxistin, çil salî berʼîyêda li wan sebir kir. Welatê Kenanêda kʼoka hʼeft mileta anî, eʼrdê wan çawa cî-war da cimeʼta Xwe. Hʼeta hingê çarsid pêncî sal derbaz bû. Ji wir şûnda hʼakim dane wan hʼeta hêna Samûêl pʼêxember. Paşê pʼadşa xwestin, Xwedê çil salî yekî ji eʼşîra Binyamîn, Şawûlê kurʼê Kîs da wan. Gava ew avît, Dawid ser wan kire pʼadşa, ku bona wî şeʼdetî da û got: ‹Min Dawidê Yêşa merîk dilê Xwerʼa dît, wê xwestina Min gişkî bîne sêrî›. Ji zurʼeta wî Xwedê anegorî sozê Xwe Îsraêlrʼa Xilazkirek rʼakir, hema xût Îsa. Berî hatina Wî, pêşîyê Yûhʼenna tʼemamîya miletê Îsraêlêrʼa dannasîn kir, ku ji gunekirinê vegerʼin û bêne nixumandinê. Gava Yûhʼenna şixulê xwe ser hevda anî, got: ‹Hûn bona min çawa difikirin, ez kʼî me? Ez ne Ew im, bona kʼîjanî hûn difikirin. Lê va ye Ew pey min tê, ku ez ne hêja me benê çarixêd nigêd Wî vekim›. Gelî bira, zarʼêd xûn-qinêta Birahîm û necihûyêd nava wedaye ku ji Xwedê ditirsin, merʼa ev xebera ku pê xilaz dibin hate şandinê. Binelîyêd Orşelîmê û serwêrêd wan Îsa çawa Xilazkir nas nekirin, lê gava dîwana Wî kirin, gotinêd pʼêxemberaye ku her şemî dixûnin anîne sêrî. Neheqîya bona kuştinê jî ser Wî nedîtin, lê dîsa hîvî ji Pîlato kirin ku Wî bide kuştinê. Gava her tiştêd ku bona Wî nivîsar bûn anîne sêrî, ji dar anîne xwarê kirine tʼirbê. Lê Xwedê Ew ji mirinê rʼakir û gelek rʼoja Xwe wanva da xuyakirinê, kʼîjan ji Celîlê tʼevî Wî hatibûne Orşelîmê. Niha jî ew li ber cimeʼtê şeʼdêd Wî ne. Û em vê Mizgînîyê didine we: Çi ku Xwedê kal-bavêd merʼa soz dabû, Ewî bona me kir, awa gotî zarʼêd wanrʼa, gava Îsa ji mirinê rʼakir. Çawa Zebûra dudada jî nivîsar e: ‹Tu Kurʼê Min î, Tu îro Minrʼa bûyî›. Bona vê yekê ku Ew ji mirinê rʼakir û îdî Ew tʼu car narʼize, Xwedê aha gotîye: ‹Ezê wan dua-dirozgêd pîroze amin û Dawidrʼa sozdayî ser weda bibarînim›. Zebûreke dinda jî dibêje: ‹Tu nahêlî Pîrozê Te birʼize›. Belê Dawid zemanê xweda qirara Xwedêrʼa xulamtî kir mir û gihîşte pêşîyêd xwe, bedena wî rʼizî. Lê Ewê ku Xwedê ji mirinê rʼakir nerʼizî. Niha bira ev yek weva eʼyan be, gelî bira, ku bi saya Îsa werʼa bona baxşandina guna tê dannasînkirinê. Û ji wan her tiştêd ku hûn bi Qanûna Mûsa nikaribûn bêsûc bûna, niha kʼî ku bawerîya xwe Îsa bîne wê bêsûc be. Haş ji xwe hebin, nebe ev tiştê ku pʼêxembera gotîye bê serê we: ‹Binihêrʼin kʼubar-babaxno, eʼcêbmayî bin û betavebin, çimkî Ezê rʼojêd weda kirekî bikim, kirekî usa, ku yek werʼa bêje jî hûnê bawer nekin› ». Gava Barnabas û Pawlos ji wir derkʼetin, hîvî ji wan kirin, ku şemîya din jî bona wê yekê wanrʼa xeber din. Gava civîna kʼinîştê bela bû, gelek cihû û ji necihûyêd ku hatibûne ser bawerîya cihûya pey Pawlos û Barnabas diçûn. Wanarʼa xeber didan û dil didane wan, wekî tʼimê nava kʼerema Xwedêda bimînin. Rʼoja şemîya din nêzîkî tʼemamîya bajêr civîya, ku xebera Xudan bibihê. Gava cihûya ew eʼlalet dît, ji hʼevsûdîyê miqabilî gotinêd Pawlos sekinîn û ew bêhurmet kirin. Hingê Pawlos û Barnabas mêrkʼîmî gotin: «Gerekê pêşîyê xebera Xwedê werʼa bihata xeberdanê, lê hûn ku xebera Xwedê tʼexsîr dikin û xwe layîqî jîyîna hʼeta-hʼetayê nakin, va em vedigerʼine berbi necihûya. Çimkî Xudan aha eʼmirî me kir: ‹Min Tu kirî rʼonaya necihûya, wekî hʼeta serê dinyayê bibî mecala xilazbûnê› ». Gava yêd necihû ev yek bihîstin, şa bûn şikirî didane gotina Xudan. Û ewêd ku bona jîyîna hʼeta-hʼetayê kʼifşkirî bûn, bawer kirin. Xebera Xudan tʼemamîya welêtda bela bû. Lê cihûya hêlan dane kʼulfetêd xwedêbawere xweyîqedir, tʼevî giregirêd bajêr, miqabilî Pawlos û Barnabas rʼakirin û ji sînorêd xwe derxistin. Wana jî tʼoza nigêd xwe ser wanda dawşand, çûne Qonyayê û şagirt bi şabûnê û Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî bûn. Qonyayêda jî ev yek mîna her car qewimî: Pawlos û Barnabas kʼetine kʼinîşta cihûya, usa xeber dan, wekî eʼlaleteke giran ji cihû û necihûya bawer kirin. Lê cihûyêd ku bawer nekirin dilê necihûya qilqilandin û rʼakirine miqabilî bira. Awa ewana gelek wext li wir man, mêrkʼîmî ser Xudan xeber didan, Xudan jî xebera kʼerema Xwe îzbat dikir, bi destêd wan nîşan û kʼeremet didane kirinê. Lê dutîretî kʼete bajêr, hinek li alîyê cihûya bûn, hinek jî li alîyê şandîya. Hingê hineke ji necihûya û cihûya tʼevî serwêrêd xwe qirar kirin ku wan bêhurmet kin û bidine ber kevira, lê ew pê hʼesîyan rʼevîne Lîstrayê û Dêrbê, bajarêd Lûkayonya, usa jî dor-berêd wan. Û li wan dera Mizgînî didan. Lîstrayêda yekî ji zikmakîyêda nigada şilûşeʼt rʼûniştî bû, ku tʼu cara negerʼîyabû. Ewî jî guhdarîya Pawlos dikir, Pawlos li wî nihêrʼî û gava dît bawerîya wî bona qencbûnê heye, bi dengê bilind gotê: «Rʼabe ser nigêd xwe rʼast bisekine!» Ewî jî banzda ser xwe, destpêkir gerʼîya. Eʼlaletê gava kirina Pawlos dît, dengê xwe hildan bi lûkayonî gotin: «Xwedê dilqê însênda hatine xwarê cem me!» Barnabasrʼa Zews gotin, Pawlosrʼa jî Hermês, çimkî xeberdanêda yê pêş ew bû. Kʼahînê Zewsê ku pʼaristgeha wî li pêşberî bajêr bû, ga bi kʼofîyava anîne ber dergeh, xwest ku tʼevî eʼlaletê şandîyarʼa bike qurban. Lê gava şandîya, Barnabas û Pawlosva ev yek bihîst, kʼincêd xwe qelaştin û rʼevîne nava eʼlaletê, kirine gazî û gotin: «Eʼvdno! Hûn çima vê yekê dikin? Em jî binyatʼa xweda merîne mîna we ne, Mizgînîyê didine we, ku hûn ji wan tiştêd pʼûçʼ vegerʼin berbi Xwedêyê sax bên, Yê ku eʼrd û eʼzman, beʼr û hʼemûyêd nava wanda eʼfirandîye. Ewî zemanê bihurîda hişt ku her milet rʼîya xweda herʼe. Lê Xwexa Xwe bê şeʼdetî nehişt, qencî werʼa kir, ji eʼzmên baran barand, rʼez jî demsalada dane we, bi xurekva hûn tʼêr kirin û şabûn jî kire dilê we». Bi van gotina wana bi zorekê eʼlalet zeft kir, ku qurbana bona wan nedin. Hingê ji Entakyayê û Qonyayê cihû hatin, eʼlalet dane alîyê xwe, Pawlos dane ber kevira, ji bajêr kʼaşî der kirin, wan tʼirê mirîye. Lê gava şagirta dora wî girt, ew rʼabû kʼete bajêr û rʼoja dinê tʼevî Barnabas rʼabû çû Dêrbê. Wana ku wî bajarîda Mizgînî dan û gelek kirine şagirt, vegerʼîyane Lîstrayê, Qonyayê û Entakyayê. Dilê şagirta dişidandin û dil didane wan, ku bawerîyêda bimînin û digotin: «Gerekê em bi gelek cefakʼişandinê bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê». Wana bona her civînekê berpirsîyar kʼifş kirin, bi rʼojî dua kirin û ew spartine wî Xudanê ku bawerîya xwe jê anîbûn. Ew nava Pisîdyayêrʼa derbaz bûn, paşê hatine Pamfîlyayê. Pergêda jî xebera Xwedê dannasîn kirin, berjêr çûne Entalyayê. Ji wir jî bi gemîyê çûne Entakyayê, wî cîyê ku spartî kʼerema Xwedê bibûn bona wî şixulê ku ser hevda anîn. Gava hatin, civîn li hev civandin û wanrʼa gilî kirin, ku Xwedê tʼevî wan çi tişt kirine û çawa dergehê bawerîyê ber necihûya jî vekir. Li wir gelek wext tʼevî şagirta man. Hinek ji Cihûstanê berjêrî Entakyayê bibûn û bira hîn dikirin digotin: «Heger hûn li gora eʼdetê Mûsa neyêne sinetkirinê, hûn xilaz nabin». Nava wan û Pawlos, Barnabasda gelek deʼw-doz pêşda hat, hingê bira qirar kir ku bona vê pirsê Pawlos û Barnabas, usa jî ji wan çend kes hevraz herʼine Orşelîmê, cem şandî û berpirsîyara. Civînê ku ew verʼêkirin, ewana Fînîkyê û Sameryayêva derbaz bûn û hʼemû bawermendarʼa bona vegerʼandina necihûya gilî dikirin, bi vê yekê ew gelekî şa kirin. Gava gihîştine Orşelîmê, civînê, şandîya û berpirsîyara ew qebûl kirin û çi ku Xwedê tʼevî wan kiribû wanrʼa gilî kirin. Lê hinek bawermendêd ji kʼomela fêrisîya rʼabûn gotin: «Gerekê van sinet kin û wanarʼa bêjin, ku Qanûna Mûsa xwey kin». Şandî û berpirsîyar civîyan, ku bona vê yekê bişêwirin. Pey gelek deʼw-dozêrʼa Petrûs rʼabû ser pʼîya û wanrʼa got: «Gelî bira! Hûn xwexa zanin ku Xwedê rʼojêd pêşinda ez nav weda bijartim, ku necihû xebera Mizgînîyê ji devê min bibihên û bawer bikin. Xwedêyê ku dila zane da îzbatkirinê, ku necihû jî Wîva qebûl in, gava Rʼuhʼê Pîroz da wan jî, çawa da me. Nava me û wanda tʼu firqî danenî, bi bawerîyê dilê wan paqij kir. Îdî çima hûn Xwedê dicêrʼibînin, nîrekî usa datînine ser stûyê şagirta, ku ne kal-bavêd me karibûne bibin, ne jî me? Ev yek aha nabe, lê em bawer dikin, ku çawa em bi kʼerema Xudan Îsa xilaz dibin, usa jî ew». Hingê tʼemamîya civatê dengê xwe birʼî û guhê xwe dane ser gotinêd Barnabas û Pawlos ku Xwedê bi destêd wan çiqas nîşan û kʼeremet nava necihûyada kiribûn. Gava ewana kerʼ bûn, Aqûb deng hilda û got: «Gelî bira! Guh bidine min. Şimhʼûn gilî kir, ku çawa pêşîyê Xwedê rʼeʼma Xwe li necihûya kiribû, ku ji nava wan cimeʼtekê derxe, wekî navê Wî hildine ser xwe. Vê yekêrʼa gotinêd pʼêxembera jî li hev digirin, çawa nivîsar e: ‹Ji vir şûnda Ezê vegerʼim, konê Dawidî kʼetî dîsa vegirim, çî wî jî ku xirab bûye Ezê çêkim û wî dîsa bidime rʼagirtinê, wekî hʼerçê merivêd mayîn û hʼemû necihûyêd ku navê Min ser wan e, li Xudan bigerʼin. Ew Xudanê ku van tişta hê ji dewrêd berêda eʼyan kirîye dibêje›. Bona vê yekê jî ez aha rʼê têrʼa dibînim ku em zeʼmetê nedine ewêd ku ji necihûya berbi Xwedê tên, lê em neʼmekê wanrʼa binivîsin, ku hʼevza xwe ji wan qurbanêd ku pʼûtarʼa têne dayînê bikin, usa jî ji bênamûsîyê, goştê mirar û xûnê. Feʼmdarî ye ku hê qurʼnêd derbazbûyîda Qanûna Mûsa her bajarîda tê hînkirinê û hʼemû rʼojêd şemîya kʼinîştada wê dixûnin». Hingê li şandîya, berpirsîyara û tʼemamîya civînê xweş hat, ku ji nava xweda çend meriva bibijêrin û tʼevî Pawlos û Barnabas bişînine Entakyayê. Ev bûn yêd ku hatine şandinê: Cihûdayê ku jêrʼa digotin Barsabo û Sîlas. Nava bawermendada evana eʼyan bûn. Bi destê wan ev neʼme şandin aha nivîsar: «Em birayêd weye şandî û berpirsîyar silava li we birayêd ji necihûyaye Entakyayê, Sûryayê û Kîlîkyayê dikin. Me bihîstîye ku ji nava me hinek derkʼetine, ku me xwexa tʼemî nedane wan, lê wan bi xeberêd xwe zeʼmet dane we û fikirêd we tʼevîhev kirine. Bona vê yekê li tʼemamîya şêwira civîna me xweş hat, ku em meriva bibijêrin tʼevî birayêd meye delal Barnabas û Pawlos bişînine cem we, yêd ku eʼmirê xwe dane navê Xudanê me Îsa Mesîh. Awa em Cihûda û Sîlas dişînin, wekî ew jî van tişta bi devê xwe werʼa bêjin. Li Rʼuhʼê Pîroz xweş hat, usa jî li me, ku tʼu barî nedine ser milê we, pêştirî van tiştêd hʼewce: Dûrî qurbanêd pʼûta, xûnê, mirarîyê û bênamûsîyê bin. Heger hûn xwe ji van tişta xwey kin, qenc e. Hûn xweş bin, de ma xatirê we». Hingê ew verʼêkirin, berjêr çûne Entakyayê cimeʼt civandin, neʼme dane wan. Gava xwendin, bona wê dildayînê pʼirʼ şa bûn. Cihûda û Sîlas jî ku pʼêxember bûn, bi gelek xebera dil dane bawermenda û ew şidandin. Pawlos û Barnabas jî Entakyayêda diman, tʼevî gelekêd mayîn xebera Xudan hîn dikirin û dannasîn dikirin. Çend rʼoja şûnda Pawlos gote Barnabas: «Were em vegerʼin serîkî bidine wan xûşk-bira, kʼîjanarʼa me hʼemû bajarada xebera Xudan dannasîn kirîye, dîna xwe bidinê kʼa hʼalê wan çawa ye». Barnabas dixwest Yûhʼennayê ku jêrʼa Marqos digotin jî tʼevî xwe bibirana, lê Pawlos rʼê têrʼa nedidît, yê Pamfîlyayêda ji wan qetîya û tʼevî wan şixul nekir tʼevî xwe bibirana. Hingê ya wan li hev negirt, ev bû meʼnî ji hev qetîyan. Barnabas Marqos hilda bi gemîyê çû Qubrisê, Pawlos jî Sîlas bijart û ji bira spartî kʼerema Xudan bûn, rʼêkʼetin çûn. Li Sûryayê û Kîlîkyayê digerʼîyan, civîn dişidandin. Hingê Pawlos hate Dêrbê û Lîstrayê. Li wir şagirtek hebû navê wî Tîmotʼêyo, kurʼê kʼulfeteke cihûye bawermend bû, lê bavê wî yûnan bû. Bawermendêd Lîstrayê û Qonyayê hindava wîda qenc xeber didan. Pawlos xwest wî tʼevî xwe bibe û bona wan cihûyêd wan dera girt ew sinet kir, çimkî hʼemûya jî zanibû ku bavê wî yûnan e. Gava bajararʼa derbaz dibûn, ew tʼemîyêd ku şandîya û berpirsîyarêd Orşelîmê qirar kiribûn, didane bawermenda ku xwey kin. Awa civîn jî bawerîyêda dişidîyan û rʼoj bi rʼoj hʼesabê wan zêde dibû. Nava sînorêd Firîgya û Galatyayêda gerʼîyan, çimkî Rʼuhʼê Pîroz nehişt ku qeza Asyayêda xebera Xwedê bêjin. Gava nêzîkî Mîsyayê bûn, kirin ku herʼine Bîtênyayê, lê Rʼuhʼê Îsa îzin neda wan û ber Mîsyayêva derbaz bûn berjêr çûne Troyayê. Şev Pawlos dîtinokêda ber çʼeʼvê xwe dît, yekî mekedonî sekinî bû hîvî ji wî dikir û digot: «Were Mekedonyayê alî me bike». Gava wî ew dîtinok dît, me destxweda xwest ku herʼine Mekedonyayê. Me feʼm kir, ku Xwedê me dişîne wir, wekî Mizgînîyê bidine wan. Em ji Troyayê bi gemîyê derkʼetin rʼast çûne Samotraxê, rʼoja dinê Nêyapolîsê. Ji wir jî çûne Fîlîpyayê, bajarekî neʼyîya Mekedonyayêyî eʼyan, usa jî ku bajarekî Rʼomayê ye. Wî bajarîda em çend rʼoja man. Rʼoja şemîyê em ji dergehê bajêr derkʼetin çûne devê çʼêm, ew der çawa em difikirîn, cîyê dua bû. Me rʼûniştî tʼevî kʼulfetêd civîyayî xeber dida, kʼulfeteke xwedêbawer ji bajarê Tîyatîrayê, navê wê Lîdya ku kʼincêd şîrk difirotin, guhdarî dikir. Xudan dilê wê vekir ku guh bide gotinêd Pawlos. Gava ew neferêd xweva pê avê hatine nixumandinê, hîvî ji me kir û got: «Heger hûn min bawermenda Xudan hʼesab dikin, kʼerem kine mala min, li wir bimînin». Û zor li me kir em birin. Carekê em diçûne cîyê duakirinê, carîk rʼastî me hat, ku rʼuhʼê kʼoçʼektîyê pêrʼa bû, evê bi wê kʼoçʼektîyê xweyêd xwerʼa pʼirʼ kʼar danî. Eva pey Pawlos û me kʼetibû, dikire qîrʼîn û digot: «Ev merivana xulamêd Xwedêyê Herî Jorin in, ku werʼa bona rʼîya xilazbûnê dannasîn dikin!» Ev yeka ewê gelek rʼoja dikir, hʼeta ku Pawlos aciz bû, vegerʼîya û wî rʼuhʼîrʼa got: «Bi navê Îsa Mesîh eʼmirî te dikim ji wê derê!» Û pêrʼa-pêrʼa ew ji wê derkʼet. Gava xweyêd wê dîtin ku gumana kʼara wan hate birʼînê, Pawlos û Sîlas girtin, kʼaşî meydana bajêr cem serwêra kirin, ew birine ber serdarêd Rʼomayê û gotin: «Ev merivana cihû ne û bajarê me tʼevîhev dikin. Eʼdetê usa me bajarvanêd Rʼomayê hîn dikin, ku ne merʼa cayîz e qebûl kin, ne jî bikin». Eʼlaletê hʼicûmî ser wan kir, serdara jî kʼincêd ser wan qelaştin û eʼmir kirin ku wan bidine ber şiva. Pey gelek lêdanêrʼa avîtine kelê û eʼmirî serwêrê kelê kirin, ku rʼind miqatîyê wan bike. Ewî ku ev eʼmir stand, ew avîtine zindanê û nigêd wan qeydada şidandin. Nêzîkî nîvê şevê Pawlos û Sîlas dua dikirin û eşqî Xwedê distiran, girtîya jî guhê xwe danîbûne ser wan. Nişkêva eʼrd qayîm hʼejîya, hʼeta ku hʼîmêd kelê jî çûn-hatin, destxweda hʼemû derî vebûn, qeyd-zincîrêd hʼemûya hatine vekirinê. Gava serwêrê kelê hʼişyar bû û derêd kelê vekirî dîtin, şûr kʼişand ku xwe bikuje, çimkî wî tʼirê girtî rʼevîne. Lê Pawlos bi dengê bilind kire gazî û got: «Tʼu zîyanê nede eʼmirê xwe, em hʼemû jî vira ne!» Ewî çʼira xwest, rʼevî hindurʼ, lerizî xwe avîte ber Pawlos û Sîlas. Ew derxistin û got: «Ez xulam! Ez çi gerekê bikim ku xilaz bim?» Wana jî got: «Bawerîya xwe Xudan Îsa bîne, tê neferêd xweva xilaz bî». Hingê xebera Xudan wî û wan hʼemûyarʼa gotin, yêd ku mala wîda bûn. Hema wê şevê serwêrê kelê ew birin, birînêd wan şûştin û pêrʼa-pêrʼa ew neferêd xweva pê avê hatine nixumandinê. Ew anîne mala xwe, sifre li ber wan danî û tʼemamîya neferêd xweva şa bûn, ku bawerîya xwe Xwedê anîn. Gava sibeh safî bû, serdara zapidêd xwe şandin û gotin: «Wan meriva berʼde». Serwêrê kelê ev yek Pawlosrʼa got: «Serdar merî şandine wekî hûn bêne berʼdanê. Niha rʼabin bi xêr û silamet herʼin». Lê Pawlos wanrʼa got: «Em, bajarvanêd Rʼomayê, bê dîwan bi cimeʼtî dane ber şiva avîtine kelê! Û niha dixwazin bi dizîva me derxin? Na, ev yek nabe, bira xwexa bên me derxin». Zapida ev xeberana gîhandine serdara. Gava ku bihîstin ew bajarvanêd Rʼomayê ne, tirsîyan hatin xwe avîtine wan, paşê ew derxistin û hîvî kirin ku ji bajarê wan herʼin. Ew jî ji kelê derkʼetin çûne mala Lîdyayê, li wir xûşk-bira dîtin, dil dane wan û paşê rʼêkʼetin çûn. Ewana Emfîpolîs û Apolonyayêva derbaz bûn hatine Tʼêsalonîkê, wî cîyê ku kʼinîşta cihûya hebû. Pawlos jî mîna eʼdetê xwe çû nava wan û sê rʼojêd şemîyê wanarʼa dikʼete xeberdanê, ji nivîsara şirovedikir û wanrʼa îzbat dikir, ku gerekê Mesîh cefa bikʼişanda û ji mirinê rʼabûya û digot: «Ev Îsayê ku ez werʼa dannasîn dikim, ew Mesîh e». Hinekêd ji wan bawer kirin xwe li Pawlos û Sîlas girtin, usa jî eʼlaleteke xwedêbawerêd yûnan û gelek kʼulfetêd xweyîqedir. Lê ji cihûya hineka ji hʼevsûdîyê çend merivêd bêkêre nerʼast civandin, kirine qalme-qalm, bajar tʼevîhev kirin û hʼicûmî ser mala Yason kirin, dixwestin Pawlos û Sîlas banîna ber cimeʼtê. Gava ew nedîtin, Yason tʼevî çend birava kʼaşî cem serwêrêd bajêr kirin, dikirine qîrʼîn digotin: «Ewêd dinya tʼevîhev kirine gihîştine vira jî û Yason ew qebûl kirine mala xwe! Evana hʼemû jî miqabilî eʼmirêd Qeyser diçin û dibêjin: ‹Pʼadşakî din heye, navê wî Îsa ye›». Bi van gotina eʼlalet û serwêrêd bajêr tʼevîhev kirin. Hingê ji Yason û yêd mayîn kʼefîl standin, ew berʼdan. Hema çawa teʼrî kʼete eʼrdê, bira Pawlos û Sîlas şandine Beroyayê. Ew ku gihîştine wir, çûne kʼinîşta cihûya. Ev cihû ji yêd Tʼêsalonîkê serwaxttir bûn, xebera Xwedê bi dil û can qebûl kirin û her rʼoj nivîsarada kʼûr dibûn, kʼa ev tişt usa ne. Ji wana geleka bawer kir, usa jî gelek kʼulfetêd yûnane xweyîqedir û mêr jî ne kêm bûn. Gava cihûyêd Tʼêsalonîkê bihîstin ku Pawlos xebera Xwedê Beroyayêda jî dannasîn dike, hatin wir jî hêlan dane eʼlaletê û ew tʼevîhev kirin. Wî çaxî bira Pawlos destxweda şandine ber beʼrê, lê Sîlas û Tîmotʼêyo Beroyayêda man. Ewêd ku Pawlos verʼêdikirin, ew hʼeta Atʼînayê birin, paşê ji Pawlos tʼemî standin ku Sîlas û Tîmotʼêyo zû herʼin bigihîjine wî, xwexa jî paşda vegerʼîyan. Gava Atʼînayêda Pawlos hîvîya wan bû, dilê wî ne rʼihʼet bû, çimkî dît bajar nava pʼûtpʼaristîyêda bû. Awa ewî kʼinîştêda cihû û yûnanêd xwedêbawerrʼa û li meydanê bajêrda jî her rʼoj rʼastî kʼê dihat wanrʼa dikʼete xeberdanê. Çend fîlosofêd êpîkûrî û stoyxî wîrʼa kʼetine hʼucetê û hineka digot: «Evî devbelayî bêtʼewşe çi dixwaze bêje?» Hineka jî digot: «Usa tê kʼifşê, ku eva derheqa xwedêyêd xerîbda dannasîn dike». Aha digotin, çimkî ewî bona Îsa û rʼabûna mirîya dannasîn dikir. Wî çaxî ew hildan birine ber civîna Aryopagoyê û gotin: «Em dikarin bona wê hînkirina nûye ku tu dannasîn dikî bizanibin? Tu tiştêd xerîb me didî bihîstinê, lema jî em dixwazin meʼna wan bizanibin». Hʼemû atʼînî û xerîbêd ku wir diman, tiştekî mayînva mijûl nedibûn, pêştirî tiştêd nû gotinê yan bihîstinê. Hingê Pawlos ber civîna Aryopagoyêda sekinî û got: «Gelî atʼînîya! Ez dîna xwe didimê, ku hûn ji hʼemû alîyava gelekî hʼebandinêva mijûl in. Çimkî gava ez gerʼîyam, min dîna xwe da hʼebandinêd we, min gorîgehek dît ku ser wê nivîsar bû ‹XWEDÊYÊ NENASRʼA›. Awa Ewê ku hûn nas nakin dihʼebînin, ez bona Wî werʼa dannasîn dikim. Xwedêyê ku ev dinya û hʼemûyêd nava wêda eʼfirandîye, Ew Xudanê eʼrd û eʼzmên e û pʼaristgehêd bi desta çêkirîda namîne, ne jî çʼeʼvê Wî destê meriva ye ku xizmetkʼarîya Wî bikin, çawa Yekî hʼewcê tiştekî, lê Ew xwexa eʼmir, bînê û her tiştî dide hʼemûya. Hʼemû miletêd dinyayê ji xûnekî xuliqand, ku ser rʼûyê tʼemamîya dinyayê bijîn. Ewî zeman û sînorêd cî-miskʼena wanrʼa kʼifş kirin. Ewî ev yekana kirin, wekî meriv li Wî bigerʼin, belkî bipʼelînin bibînin. Lê Ew Xwedê ji me her kesî ne dûr e jî, çimkî ‹em bi Wî dijîn, dimeşin û hene›. Çawa çend şayîrêd we jî gotine: ‹Em rʼast zarʼêd Wî ne›. Awa ku em ji Xwedê bûne, gerekê em Xwedê aha neşibînin mîna zêrʼ, zîv, yan kevirê ku bi hʼiş û hostatîya meriva hatine kʼolandinê. Xwedê dîna Xwe nedaye hʼemû zemanêd ku merivayîyê Ew nas nekirîye, lê niha her dera tʼemî li hʼemû meriva dike, ku ji gunekirinê vegerʼin. Çimkî Ewî rʼojek kʼifş kirîye, kʼîjanêda wê dîwana dinê rʼast bi destê Merivekî bike, Yê ku Ewî kʼifş kirîye. Xwedê ev yekana hʼemûyarʼa dane îzbatkirinê, gava Ew meriv ji mirinê rʼakir». Gava bona rʼabûna mirîya bihîstin, hinek pê kʼenîyan, lê hineka jî got: «Bona wê yekê emê careke din ji te bibihên». Û Pawlos ji nav civîna wan derkʼet çû. Lê hineka xwe li wî girt, bawer kirin. Nava wanda bûn Dîyonîsyoyê endemê Aryopagoyê û kʼulfeteke navê wê Damerîs, tʼevî hinekêd mayîn. Ji wir şûnda Pawlos ji Atʼînê rʼêkʼet hate Korintʼê. Li wir yekî cihû navê wî Akîla dît, bûyîna xweda ji Pontosê. Eva tʼevî kʼulfeta xwe Priskîlayê nû ji Îtalyayê hatibû, çimkî Qeyser Klawdyo eʼmir kiribû, ku hʼemû cihû ji Rʼomê derkʼevin. Pawlos çû cem wan, cem wan ma û tʼevî wan xebitî, çimkî pʼêşê wan yek bû, kon çêdikirin. Ew hʼemû rʼojêd şemîya kʼinîştada cihû û yûnanarʼa dikʼete xeberdanê, ew didane bawerkirinê. Gava Sîlas û Tîmotʼêyo ji Mekedonyayê hatin, Pawlos bi xîret tʼemamîya wextê xwe da hînkirina Xeberê û cihûyarʼa şeʼdetî dida ku Mesîh, Îsa ye. Gava ew miqabilî wî rʼabûn û ew bêhurmet kirin, ewî kʼincê xwe dawşand û gote wan: «Xûna we serê we be, ez bêsûc im. Ji vir şûnda ezê herʼime cem necihûya». Ew hingê ji wir çû kʼete mala yekî navê wî Tîto Yûsto. Ew merivekî necihû bû, lê xwedêbawer bû, mala wî kʼêleka kʼinîştê bû. Kirîspoyê serwêrê kʼinîştê jî neferêd xweva bawerîya xwe Xudan anî û ji korintʼîya geleka ku bihîstin, bawer kirin û pê avê hatine nixumandinê. Şevekê Xudan dîtinokêda hate ber çʼeʼvê Pawlos û gotê: «Netirse, xeber de û xwe kerʼ neke. Çimkî Ez tʼevî te me û kesekê ber te rʼanebe zîyanê nede te, çimkî gelek cimeʼta Min vî bajarîda heye». Ew li wê derê salekê û şeş meha ma, ew hînî xebera Xwedê dikirin. Hêna welîyê Galîyoyê Axayayêda cihû bûne yek, hʼicûmî ser Pawlos kirin û birine ber dîwanê gotin: «Eva cimeʼtê hîn dike, ku ne li gora qanûnê Xwedê bihʼebînin». Gava Pawlos wê destpêkira xeber da, Galîyo cihûyarʼa got: «Heger gilî bona neheqîyê û xirabîyê bûya, cihûno, dibû ku min guhdarîya we bikira, lê heger pirs ser xebera, nava û qanûna we ye, hûn xwexa binihêrʼin. Ez naxwazim bibime hʼakimê van tişta». Û ew ji dîwanxanê derxistin. Hingê hʼemûya Sostênîsê serwêrê kʼinîştê girtin, li ber dîwanxanê kʼutan, lê qet xema Galîyo jî nîbû. Pawlos gelek rʼoja dîsa li wir ma, paşê xatirê xwe ji bawermenda xwest, bi gemîyê çû alîyê Sûryayê. Priskîla û Akîla jî tʼevî wî bûn. Ewî Kenxêryayêda pʼorʼê xwe kurʼ kiribû, çimkî ad-qirarkirî bû. Ew gihîştine Efesê, Priskîla û Akîla li wir hiştin, xwexa kʼete kʼinîştê cihûyarʼa kʼete xeberdanê. Wana hîvî ji wî kir, ku hinekî dirêj li wir bimîne, ew qayl nebû. Lê gava xatirê xwe ji wan xwest, got: «Ezê dîsa ser weda bêm, heger Xwedê hʼiz bike». Bi gemîyê ji Efesê çû. Gava gihîşte Qeyserîyê, hevraz çû Orşelîmê silav da civînê, paşê berjêr çû Entakyayê. Gava hinek wext li wir ma, rʼabû berêva kʼete welatê Galatya û Firîgya, hʼemû şagirt bawerîyêda dişidandin. Cihûkî navê wî Apolo, bûyîna xweda ji Skenderyayê, hate Efesê. Eva gotinbêjekî serxwe û nivîsarêd pîrozda zanekî zor bû. Ew Rʼîya Xudanda hînbûyî bû, agirê xîretê sêrî kʼetibû bona Îsa rʼast xeber dida û hîn dikir, lê tʼenê nixumandina Yûhʼenna zanibû. Evî destpêkir kʼinîştêda mêrkʼîmî xeber da. Lê gava Priskîlayê û Akîla xeberdana wî bihîstin, ew birine cem xwe, hê rʼast Rʼîya Xwedê wîrʼa şirovekirin. Apolo ku xwest herʼe Axayayê, bira dil dane ber û şagirtarʼa jî neʼmek nivîsîn ku wî qebûl kin. Gava gihîşte wir, ew gelekî kêrî wan hat, yêd ku bi kʼerema Xwedê bibûne bawermend. Çimkî bi cimeʼtî xeberdanêda ya wî li ser ya cihûya dikʼet, bi nivîsarêd pîroz dida îzbatkirinê, ku Mesîh, Îsa ye. Gava Apolo hê Korintʼêda bû, Pawlos cîyê jorinrʼa derbaz bû berjêrî Efesê bû û li wir çend şagirt dîtin û ji wan pirsî: «Gava we bawer kir, we Rʼuhʼê Pîroz stand?» Wana got: «Me qet nebihîstîye jî ku Rʼuhʼê Pîroz heye». Ewî wanrʼa got: «Lê hûn bi çi hatine nixumandinê?» Wana got: «Bi nixumandina Yûhʼenna». Pawlos got: «Yûhʼenna bona gunevegerʼandinê nixumand û cimeʼtêrʼa got: ‹Yê ku pey minrʼa tê bawerîya xwe Wî bînin›, awa gotî Îsa». Gava ev yek bihîstin, bi navê Xudan Îsa hatine nixumandinê. Û gava Pawlos destêd xwe danîne ser wan, Rʼuhʼê Pîroz hate ser wan, bi zimana xeber dan û pʼêxembertî kirin. Evana weke donzdeh merîya bûn. Pawlos kʼete kʼinîştê, sê meha mêrkʼîmî xeber dida, bona Pʼadşatîya Xwedê wanrʼa dikʼete xeberdanê û ew didane bawerkirinê. Lê gava hineke serhʼişk miqabil derkʼetin û li ber cimeʼtê Rʼîya Xudan bêhurmet dikirin, Pawlos ji wan qetîya, şagirt başqe kirin û her rʼoj dersxana Tîranoda wanrʼa dikʼete xeberdanê. Evê yekê du sala kʼişand, hʼeta ku hʼemû cihû û yûnanêd ku qeza Asyayêda diman, Xebera Xudan bihîstin. Xwedê bi destê Pawlos gelek kʼeremetêd zor dikirin, hʼeta ku ew destmal û şalikêd ku Pawlos lê dikʼetin nexweşarʼa dibirin, ew qenc dibûn û rʼuhʼêd xirab derdikʼetin. Çend cihûyêd gerʼok hebûn ku xwe dabûne cinderxistinê, wan dikir ku ser yêd ku rʼuhʼêd xirab nava wanda hebûn, pê navê Xudan Îsa berî wan din û digotin: «Em pê wî Îsayê ku Pawlos dannasîn dike berî we didin». Eva yeka her hʼeft kurʼêd Skêwayê serekkʼahînekî cihûya dikirin. Carekê rʼuhʼê xirab li wan vegerʼand û got: «Ez Îsa nas dikim, bona Pawlos jî zanim, lê hûn kʼî ne?» Hingê ew merivê ku rʼuhʼê xirab têda bû, banzda ser wan, qewata wî wan hʼemûyada çû ew usa kʼutan, wekî ew ji wê malê teʼzî û birîndar rʼevîn. Bona vê yekê hʼemû cihû û yûnanêd ku Efesêda diman pê hʼesîyan. Tirs kʼete ser wan hʼemûya û navê Xudan Îsa bilind dibû. Gelek bawermend jî dihatin gunêd xwe didane rʼûyê xwe û kirêd xwe digotin. Yêd sêrbazîyêva jî ku mijûl dibûn, geleka kʼitêbêd xwe tʼop dikirine cîkî û li ber hʼemûya dişewitandin. Qîmetê wan hʼesab kirin, pêncî hʼezar zîv derkʼet. Bi vî awayî Xebera Xudan bi zorayî hê pêşda diçû û qewat dibû. Gava ev tişt bûn, Pawlos qirar kir ku Mekedonyayê û Axayayêva derbaz be herʼe Orşelîmê û got: «Pey çûyîna wirarʼa gerekê ez herʼim Rʼomê jî bibînim». Ewî du kʼomekdarêd xwe Tîmotʼêyo û Êrasto şandine Mekedonyayê û ew hinekî jî li qeza Asyayê ma. Wan çaxada bona Rʼîya Xudan gelekî şerʼ-deʼw pêşda hat. Yekî zîvker hebû navê wî Dîmîtrîyo. Evî pʼaristgehêd xwedêya navê wê Artemîs cûrʼê ya eʼdetîda bi zîv biçʼûk çêdikirin û gelek kʼar hostarʼa danî. Ewî gazî wan hʼemû hosta, usa jî yêd mîna xweyîyê vî pʼêşeyî kirin û got: «Gelî hevala! Hûn zanin ku kʼara me vî şixulîda ye. Hûn jî dibihên û dibînin ku evî Pawlosî ne ku tʼenê Efesêda, lê bawerîya we hebe tʼemamîya qeza Asyayêda jî serê gelek cimeʼta tʼijî kirîye ji rʼê derxistîye û dibêje: ‹Ew xwedêyêd ku bi desta çêkirî ne, ew ne xwedê ne›. Zîyana wê ne tʼenê ew e ku pʼêşê me tê bêhurmetkirinê, lê pʼaristgeha Artemîs xwedêya mezin wê ber tiştekî neyê hʼesabê û wê qedirê mezinayîya wê bikʼeve, ya ku hʼemû qeza Asya û dinya dihʼebîne». Gava ev yek bihîstin, bi kʼîn-box tʼijî bûn, dikirine qîrʼîn û digotin: «Artemîsa efesîya mezin e!» Tʼemamîya bajêr qilqilî, rʼahişte Gayos û Erîstarxoyê mekedonî, ku heval-rʼêyêd Pawlos bûn, hevrʼa rʼevîne dîtindarê. Pawlos jî xwest ku bikʼeve nava wê eʼlaletê, lê şagirta nehişt. Ji hinek serwêrêd qeza Asyayê jî ku dostêd wî bûn, merî şandine cem wî û hîvî jê kirin, ku neçe dîtindarê. Hema wî wextîda hineka cûrʼekî, hineka jî cûrʼekî din dikirine qîrʼîn, çimkî kʼombûna wan tʼevîhevbûyî bû, geleka jî nizanibû ew bona çi jî civîyane. Hineka ji eʼlaletê Skender pêşda birin, çimkî cihûya ew pêşda deʼf dan. Skender destê xwe bilind kir, xwest caba xwe bide. Lê gava pê hʼesîyan ku ew cihû ye, hʼemûya bi dengekî weke du sihʼeta kirine qîrʼîn: «Artemîsa efesîya mezin e!» Paşê kʼatibê bajêr eʼlalet seqirʼand û got: «Gelî efesîya! Kʼî nizane ku bajarê Efesê xweyîtîyê pʼaristgeha Artemîsa mezin dike, ya ku kevirê wêyî pîroz ji eʼzmên hatîye xwarê? Çawa vê yekêda ku tiştekî xêlif tʼune, lema jî gerekê hûn xwe rʼihʼet xwey kin û tiştekî bi berzeqîyê nekin. We ev merivana anîne vira, evana ne tʼalankirêd pʼaristgehê ne û ne jî xwedêya me bêhurmet kirine. Awa heger şikîyatê Dîmîtrîyo û hostayêd tʼevî wî ser yekî heye, bira herʼine dîwanxanê, hʼakim hene. Li wir ew dikarin şikîyatê xwe hevdu bikin. Lê heger xwestina we bona tiştekî din e, bira civateke eʼdetîda bê lênihêrʼandinê. Çimkî zîyana me jî vê yekêda heye û bona şerʼê îroyîn emê bêne neheqkirinê û meʼnîk tʼune, ku em pê bikaribin bona vê kʼombûnê caba xwe bidin». Gava ev yek got, civat bela kir. Gava qalme-qalm seqirʼî, Pawlos gazî şagirta kir, dil da wan û xatirê xwe ji wan xwest, rʼabû çû Mekedonyayê. Li wan alîya gerʼîya, bi gelek gotina dil dane wan. Paşê çû Yûnanistanê, weke sê meha li wir derbaz kir. Gava kʼarê xwe dikir ku biçûya Sûryayê, cihûya bona wî şêwireke mixenetîyê kir, ew jî fikirî Mekedonyayêva vegerʼe. Tʼevî wî ji Beroyayê Sopatroyê kurʼê Pîro, ji Tʼêsalonîkê Erîstarxo û Sêkûndo, Gayosê ji Dêrbê û Tîmotʼêyo, ji qeza Asyayê Tixîko û Trofîmo çûn. Evana pêşîya me çûne Troyayê, li wir hîvîya me bûn. Em jî pey rʼojêd Cejina Nanê Şkevarʼa bi gemîyê ji Fîlîpyayê çûn, pênc rʼojada gihîştine Troyayê, cem wan. Em wir hʼeft rʼoja man. Rʼoja hʼeftîyêye pêşin em bona nankerkirinê civîyayî bûn, Pawlos ku wê rʼoja din biçûya, wanarʼa xeber dida û hʼeta nîvê şevê xeberdana xwe dirêj kir. Ew oda em têda civîyayî bûn, gelek çʼira têda hebûn. Xortek jî navê wî Eytûxo, ser pʼencerê rʼûniştî dihênijî û kʼete xewa kʼûr. Û gava Pawlos xeberdana xwe dirêj dikir, ew xewa kʼûrda ji qatê sisîya jorda kʼet û mirîtî ew hildan. Pawlos peyayî jêrê bû, xwe avîte ser wî, da hʼemêza xwe û got: «Xwe unda nekin, çimkî rʼuhʼê wî wîda ye». Paşê hilkʼişîya hat, nan kerkir xwar û hʼeta sibehê dirêj xeber da û rʼabû çû. Xort jî sax-silamet anîne mal, bêhʼesab dil hate ber wan. Em çûn kʼetine gemîyê rʼêkʼetin û berbi Asosê çûn, ku ji wê derê me gerekê Pawlos hilda, çimkî ewî merʼa gotibû: «Ezê peya bêm». Gava li Asosê rʼastî me hat, me ew hilda çûne Mitûlanê. Ji wir jî em çûn, rʼoja dinê gihîştine pêşberî Xîyayê, rʼojtira din gihîştine Samosê, sibehtira din jî gihîştine Mîletosê. Pawlos nêta xwe danîbû bi gemîyê ber Efesêrʼa derbaz bûya, ku nebe wextê xwe qeza Asyayêda unda ke, çimkî dilezand ku heger jêrʼa li hev bê, Rʼoja Pêncîye hʼesab ew li Orşelîmê be. Ji Mîletosê merî şande Efesê û gazî berpirsîyarêd civînê kirin. Gava ew hatine cem wî, wanrʼa got: «Hûn xwexa zanin wê rʼoja pêşinda gava min nigê xwe avîte qeza Asyayê, hʼeta niha werʼa çawa bûme. Min Xudanrʼa tʼam şkestî bi gelek hêsira, nava wan cêrʼibandinada qulix kirîye, kʼîjan ku ji şêwirêd cihûya dihatine serê min, Hûn zanin ku min tʼu car xwe ji tiştêd kêrhatîye bona we nedaye paş, lê hʼemû werʼa gotine û aşkere mal bi mal hûn hîn kirine. Min bi meʼrîfetî hin hîvî ji cihûya, hin jî ji necihûya kir, ku vegerʼine berbi Xwedê û bawerîya xwe Xudanê me Îsa bînin. Û va ez bin destê Rʼuhʼê Pîrozda diçime Orşelîmê, wir wê çi bê serê min, ez nizanim. Tʼenê Rʼuhʼê Pîroz hʼemû bajarîda tʼemîyê dide min û dibêje ku: ‹Qeyd û tengasî pêşîya te ne›. Lê ez eʼmirê xwe layîqî tʼu tiştî nakim, tʼenê dikim bigihîjime meremê xwe û wê qulixa ku min ji Xudan Îsa standîye bînime sêrî, awa gotî Mizgînîya kʼerema Xwedê bi meʼrîfetî dannasîn kim. Niha ez zanim îdî hûn hʼemûyêd ku ez nav weda gerʼîyame û Pʼadşatîya Xwedê dannasîn kirîye rʼûyê min nabînin. Bona vê yekê ez rʼoja îroyîn li ber we şeʼdetîyê didim, ku cabdarê xûna we tʼu kesî nînim, çimkî min xwe neda paş, tʼemamîya qirara Xwedê werʼa got. Niha miqatî xwe û tʼemamîya wî kerê pêz bin, ku Rʼuhʼê Pîroz hûn ser berpirsîyar kʼifş kirine. Şivantîyê civîna Xwedê bikin, ya ku Wî bi xûna Xwe qazinc kir. Ez zanim pey çûyîna minrʼa gurêd devxûn wê bikʼevine nava we û hʼeyfa wan wê kêrî neyê. Ji nava weda jî merivê derên û tiştêd xêlif wê xeber din, ku şagirta pey xwe bibin. Bona vê yekê hʼişyar bimînin û bîr nekin, ku min hûn her kes, sê sala şev û rʼoj bê rʼihʼetî bi hêsira şîret kirine. Niha ez we dispêrime Xwedê û Xebera kʼerema Wî, ku dikare we rʼuhʼanîyêda ava ke û pʼara we tʼevî tʼemamîya cimeʼta Xwe ke. Min havijîya xwe zêrʼ, zîv û kʼincê tʼu kesî neanîye. Hûn xwexa zanin ez û yêd tʼevî min em hʼewcê çi jî bûne, ev destêd min xebitîne. Min pê hʼemû şixulêd xwe nîşanî we kirîye, ku çawa gerekê bixebitin kʼomekê bidine kʼetîya û xebera Xudan Îsa bîr bînin ku got: ‹Xwezî li dayîya, ne ku li standîya›». Gava ev yek got, tʼevî hʼemûya çok da dua kir. Hʼemû jî gelekî girîyan, xwe avîtine stûyê Pawlos û rʼamûsan. Dilêd wan hê zêde bona wê xebera wî dişewitî ku got: «Hûn îdî rʼûyê min nabînin». Paşê ew hʼeta gemîyê verʼêkirin. Gava em ji wan qetîyan, bi gemîyê rʼêkʼetin, rʼast çûn gihîştine Kosê, rʼoja dinê Rʼodosê û ji wir Patarayê. Me gemîk dît ku diçû Fînîkyayê, em kʼetine wê rʼêkʼetin. Gava Qubrisê xuya kir, me ew milê çʼepêva hişt. Em berbi qeza Sûryayê çûn gihîştine bajarê Sûrê, çimkî barê gemîyê wir gerekê bihata valakirinê. Me şagirt dîtin, em hʼeft rʼoja li wir man. Wana bi Rʼuhʼê Pîroz digote Pawlos ku neçe Orşelîmê. Lê gava me ew rʼoj derbaz kirin, em rʼabûn çûn û hʼemûya jina û zarʼava hʼeta bajêr der em verʼêkirin û devê beʼrê me çok da dua kir. Paşê me xatirê xwe ji hev xwest kʼetine gemîyê, ewana jî vegerʼîyane malêd xwe. Me rʼêwîtî bi gemîyê ji Sûrê dûmayî kir, em gihîştine Pitolêmayê, me wir xûşk-bira silav kirin, em rʼojekê mane cem wan. Rʼoja din em ji wir rʼêkʼetin çûne Qeyserîyê mala Fîlîpoyê mizgîndar, ew yek ji wan her hʼeft kʼomekdarêd kʼifşkirî bû. Em li cem wî man. Çar qîzêd wîye bikʼir hebûn, ku pʼêxembertî dikirin. Gava em gelek rʼoja li wir man, ji Cihûstanê pʼêxemberekî navê wî Hagabo berjêr bû. Gava hate cem me, qayîşa pişta Pawlos hilda, dest û pʼîyêd xwe girêda û got: «Rʼuhʼê Pîroz aha dibêje: ‹Ew merivê xweyê vê qayîşê cihûyê Orşelîmêda aha wî girêdin û bidine destê necihûya›». Gava ev yek me bihîst, tʼevî yêd wir me lava kir, ku ew hilnekʼişe neçe Orşelîmê. Lê Pawlos cab da û got: «Hûn çi dikin? Çima hûn digirîn û dilê min dişkênin? Ez Orşelîmêda bona navê Xudan Îsa ne ku tʼenê bona girêdanê, lê bona kuştinê jî hazir im». Gava me nikaribû ew banîya ser ya xwe, me dengê xwe birʼî û got: «Bira eʼmirê Xudan be». Çend rʼoja şûnda me kʼarê xwe kir, em hilkʼişîyan çûne Orşelîmê. Tʼevî me çend şagirtêd Qeyserîyê jî hatin, em birine mala şagirtekî zûva, ku navê wî Minaso bû, ji Qubrisê, wekî em li wir bimînin, Gava em gihîştine Orşelîmê, bawermenda em eşq û şa qebûl kirin. Rʼoja dinê Pawlos tʼevî me çû cem Aqûb, hʼemû berpirsîyar jî hazir bûn. Pawlos silav da wan, yek-yek çi ku Xwedê bi qulixê wî nava necihûyada kiribû, wanarʼa gilî kir. Wana ku ev yek bihîst, şikirî dane Xwedê û usa jî Pawlosrʼa gotin: «Dîna xwe bidê, çiqas hʼezara cihûyêd bawermend hene û hʼemû jî xîretkʼêşêd Qanûnê ne. Awa wana bona te bihîstîye ku tu hʼemû cihûyêd nava necihûyada hîn dikî, ku dest ji Qanûna Mûsa bikʼişînin û dibêjî ku ew kurʼêd xwe sinet nekin û pey eʼdet jî neçin. Niha em çi bikin? Wê eʼse bibihên ku tu hatîyî. De rʼabe em çi terʼa dibêjin bike. Vir cem me çar meriv hene ku ad-qirar kirine. Wan xwerʼa hilde, tʼevî wan li gora eʼdet paqij be û xercê wan hilde ser xwe, ku pʼorʼê serê xwe kurʼ kin. Hingê her kesê zanibe ew tiştêd ku bona te bihîstine derew in û tu xwexa jî pey Qanûna Mûsa diçî. Lê bona wan necihûyêd ku hatine ser bawerîyê, me wanrʼa qirara xwe nivîsîye şandîye, wekî ew hʼevza xwe ji wan qurbanêd pʼûtpʼaristîyê, xûnê, goştê mirar û bênamûsîyê bikin». Hingê Pawlos ew merî rʼoja dinê hildan, tʼevî wan paqij bû, kʼete pʼaristgehê û xilazîya rʼojêd paqijbûnê da eʼlamkirinê, ku wê kʼengê bona wan her kesî hʼedî bê dayînê. Gava her hʼeft rʼoj ser hevda hatin, ji cihûyêd qeza Asyayê Pawlos pʼaristgehêda dîtin, tʼemamîya eʼlaletê tʼevrʼakirin, dest avîtinê û kirine qîrʼîn gotin: «Hewar, îsraêlîno! Alîkʼarîyê bikin! Eva ew meriv e, yê ku li her dera hʼemûya miqabilî cimeʼta me, Qanûna Mûsa û vî cîyî hîn dike, hê serda jî yûnan kirine pʼaristgehê, ev cîyê pîroz hʼerʼimand». Ev yeka gotin, çimkî pêşîyê bajêrda Trofîmoyê ji Efesê tʼevî wî dîtibûn û wan tʼirê Pawlos ew kirîye pʼaristgehê. Tʼemamîya bajêr hʼejîya, eʼlalet bi lez kʼom bû, Pawlos girtin ji pʼaristgehê kʼaşî derva kirin û derêd wê pêrʼa-pêrʼa hatine girtinê. Gava wan dikir ku wî bikujin, cab gihîşte serhʼezarê rʼefa eskera, wekî tʼemamîya Orşelîmê tʼevîhev bûye. Ewî pêrʼa-pêrʼa esker û sersed hildan, bi lez çû ser wan. Gava wana serhʼezar eskerava dîtin, dest ji Pawlos kʼutanê kʼişandin. Wî çaxî serhʼezar hate nêzîk, ew girt, eʼmir kir ku bi du zincîra wî girêdin. Hingê pirsî: «Ev kʼî ye û çi kirîye?» Nava eʼlaletêda bona wî her yekî cûrʼekî dikire qarʼe-qarʼ. Ewî gava ji dest qalme-qalma cimeʼtê nikaribû eʼseyî bizanibûya, eʼmir kir wî bibine eskerxanê. Gava Pawlos gihîşte pʼêpelînga, eskera ew bilindkirî birin, çimkî eʼlaletê zor dida wî, li pey wî diçûn, dikirine qîrʼîn û digotin: «Wî bikujin!» Îdî Pawlos wê bibirana hindurʼê eskerxanê, ewî serhʼezarrʼa got: «Îzina min heye tʼevî te xeber dim?» Ewî got: «Tu yûnanî jî zanî? Ku usa ye tu ne ewî misirî yî, yê ku çendek pêşda kire şerʼ-deʼw, çar hʼezar qaçaxêd mêrkuj derxistine berʼîyê». Pawlos got: «Ez merivekî cihû me, ji Tarsûsa Kîlîkyayê, ne bajarvanekî bê nav-nîşan im. Ez hîvî ji te dikim, îzinê bide ku ez vê cimeʼtêrʼa xeber dim». Gava ewî îzin da, Pawlos ser pʼêpelînga sekinî, destê xwe bilind kir, cimeʼtê ku dengê xwe birʼî, ewî bi zimanê îbranî xeber da û got: «Gelî bav û bira! Niha guhdarîya min bikin, ku ez caba xwe bidim». Gava bihîstin ku ew wanarʼa bi zimanê îbranî kʼete xeberdanê, kerʼ bûn hê dengê xwe birʼîn. Û wî got: «Ez merivekî cihû me, bajarê Tarsûsa Kîlîkyayêda ji dîya xwe bûme, lê vî bajarîda bin destê Gamalyêlda çawa şagirt mezin bûme û hʼemû Qanûna kal-bava jî bi fesal-rʼast hîn bûme, hindava Xwedêda jî xweyîxîret bûm, çawa ku hûn hʼemû îro. Min hʼeta kuştinê jî yêd ku pey vê Rʼê diçûn, dizêrandin û qisimê jin û mêra girêdidan davîtine kelê, çawa serekkʼahîn û tʼemamîya civîna rʼûspîya jî şeʼdê min in. Min ser birayêd cihûtîyêdaye Şamê neʼme ji wan hildabûn diçûm wekî yêd wir jî girêdayî bînime Orşelîmê ku bidine cezayê. Gava ez hê rʼê diçûm, nêzîkî Şamê bûm, rʼo nava rʼojê nişkêva ji eʼzmên dora min rʼonayîke qayîm şewq da. Ez kʼetime eʼrdê û min dengek bihîst ku minrʼa got: ‹Şawûl! Şawûl! Tu çima Min dizêrînî?› Min lê vegerʼand: ‹Tu kʼî yî, Xudan?› Ewî minrʼa got: ‹Ez Îsayê Nisretê me, Yê ku tu dizêrînî›. Ewêd tʼevî min jî rʼonayî dîtin, lê dengê ku minrʼa xeber dida nedibihîstin. Hingê min got: ‹Ez çi bikim, Xudan?› Xudan minrʼa got: ‹Rʼabe herʼe Şamê û li wir her tiştê ku bona te kʼifşkirî ye bikî, wê terʼa bê gotinê›. Min ku ji dest şewqa wê rʼonayê nedidît, hingê yêd tʼevî min destê min girtin, ez birime Şamê. Yekî navê wî Hananîya, anegorî Qanûnê xwedêxof, nav cihûyêd Şamêda jî ew xweyîyê şeʼdetîya qenc bû, eva hat cem min sekinî û got: ‹Şawûl bira, bibîne!› Min destxweda dît û li wî nihêrʼî. Ewî minrʼa got: ‹Xwedêyê kal-bavêd me tu kʼifş kirî ku eʼmirê Wî bizanibî û Yê Rʼast bibînî, xebera devê Wî bibihêyî, çimkî tê ber hʼemû meriva bona wan tiştêd te dîtin û bihîstin bibî şeʼdê Wî. Îdî çima derengî dêxî? Rʼabe were nixumandinê, gazî navê Wî ke ji gunêd xwe were şûştinê›. Gava ez vegerʼîyame Orşelîmê û pʼaristgehêda dua dikir, mîna sihʼetê ser minrʼa derbaz bû, min Ew dît û Wî minrʼa got: ‹Bike bilezîne ji Orşelîmê derê, çimkî ew şeʼdetîya ku tê bona Min bidî ewê qebûl nekin›. Min got: ‹Xudan, ew qenc zanin ku ez bûm, ewî hʼemû kʼinîştada yêd bawerîya xwe Te danîn, davîtine kelê û ew dikʼutan. Gava xûna Steyfanê şeʼdê Te dirʼijîya, ez xwexa jî wir hazir û rʼazî bûm, min nobedarî kʼincêd yêd ew kuştin dikir›. Hingê Ewî minrʼa got: ‹Herʼe, Ezê te bişînime dûr cem necihûya›». Hʼeta van xebera eʼlaletê guhdarîya wî kir, paşê bi dengê bilind gotin: «Rʼûbarî dinê wî nehêle! Yêd mîna wî gerekê nejîn!» Wana dikirine qîrʼîn, kʼincê xwe diqelaştin davîtin û xwelî dirʼeşandine hewa. Serhʼezar eʼmir kir, ku wî bibine eskerxanê û got: «Bidin ber qamçîya jê bipirsin, bizanibin kʼa sûcê wî çi ye, wekî usa ser wî dikine qarʼe-qarʼ». Gava bi qayîşêd çʼerm girêdan, Pawlos sersedê sekinîrʼa got: «Gelo eva cayîz e ku hûn li bajarvanekî Rʼomayê xin, yê ku hê dîwana wî nebûye?» Sersed gava ev yek bihîst, çû cem serhʼezar û got: «Tu çi dikî? Eva meriva bajarvanê Rʼomayê ye». Serhʼezar nêzîkî Pawlos bû û wîrʼa got: «Minrʼa bêje, tu bajarvanê Rʼomayê yî?» Ewî got: «Belê». Serhʼezar lê vegerʼand û got: «Min bi gelek pʼera ew bajarvantî standîye». Pawlos got: «Lê ez yekrʼojîya xweda bajarvanê wir im». Û destxweda ewêd ku wê lêxistana û gilî jê bikʼişandana ji wî dûr kʼetin. Serhʼezar xwexa jî tirsîya, gava bihîst ku bajarvanê Rʼomayê ye, çimkî ewî ew dabû girêdanê. Sibetira din serhʼezar xwest rʼast bizanibe kʼa cihû çima şikîyatê Pawlos dikin. Ew berʼda û eʼmir kir, ku serekêd kʼahîna civîna giregirava bê. Hingê Pawlos anî li ber wan da sekinandinê. Pawlos dîna xwe da civîna giregira û got: «Gelî bira! Min bi îsafa rʼihʼet li ber Xwedê eʼmirê xwe hʼeta îro derbaz kirîye». Hananîyayê serekkʼahîn eʼmirî berdestîyêd nêzîkî Pawlos kirin ku dêvda bidinê. Hingê Pawlos wîrʼa got: «Xwedêyê jî li te xe, dîwarê sîwaxkirî! Tu rʼûniştî yî anegorî Qanûnê dîwana min dikî û ji Qanûnê der eʼmir dikî ku ew min xin». Yêd cem Pawlos sekinî gotin: «Tu serekkʼahînê Xwedê bêhurmet dikî?» Pawlos got: «Birano, min nizanibû ku ew serekkʼahîn e. Çawa nivîsar e: ‹Hindava serwêrê miletê xweda xirab xeber nede› ». Hingê Pawlos pê hʼesîya ku alîkî sadûqî ne, alîkî jî fêrisî, wê civînêda kire gazî û got: «Gelî bira! Ez fêrisî me, kurʼê fêrisîya! Bona gumana rʼabûna mirîya dîwana min dikin». Gava ev yek got, fêrisî û sadûqî hevrʼa kʼetine hʼucetê û dutîretî kʼete nava kʼomê, (çimkî sadûqî dibêjin ne rʼabûna mirîya heye, ne milyakʼet, ne jî rʼuhʼ, lê fêrisî hersêka jî qebûl dikin). Hingê qalme-qalma mezin hê pêşda hat, ji qanûnzanêd alîyê fêrisîya hinek rʼabûne pʼîya û deng hildan mêrkʼîmî gotin: «Em vî merivîda tʼu xirabîyê nabînin. Belkî rʼuhʼekî yan milyakʼetekî vîrʼa xeber daye?» Gava şerʼ-deʼw zêde bû, serhʼezar tirsîya ku ew Pawlos qet-qetî kin, eʼmirî eskera kir ku herʼine jêrê ewî ji nav wan bigirin bibine eskerxanê. Şevtira din Xudan li ber wî sekinî û gotê: «Serxwe be, te çawa şeʼdetîya Min Orşelîmêda da, usa jî gerekê Rʼomêda şeʼdetîyê bidî». Sibeh ku zelal bû, hinek cihû bûne yek û sond xwarin, ku hʼeta Pawlos nekujin, ne bixwin, ne jî vexwin. Ewêd ku ew sond xwarin ji çilî zêdetir bûn. Evana çûne cem serekêd kʼahîn û rʼûspîya gotin: «Me sond xwarîye, hʼeta ku em Pawlos nekujin, tiştekî teʼm nekin. Awa hûn tʼevî civîna giregira bêjine serhʼezar ku ewî sibê bîne cem we, yançîye hûn dixwazin derheqa wîda her tiştî hê rʼast pê bihʼesin, emê jî hê berî hatina wî hazir bin ku wî bikujin». Lê xarzîyê Pawlos bona vê tʼelekê bihîst, hat kʼete eskerxanê Pawlosrʼa got. Pawlos jî gazî sersedekî kir û gotê: «Evî xortî bibe cem serhʼezar, dixwaze tiştekî wîrʼa bêje». Ewî jî xort bire cem serhʼezar û gotê: «Pawlosê girtî gazî min kir, hîvî kir ku vî xortî bînime cem te, tiştekî wîyî gotinê terʼa heye». Serhʼezar destê wî girt, bire alîkî û pirsî: «Tu çi dixwazî eʼlamî min kî?» Ewî got: «Cihûya qirar kirîye ku hîvî ji te bikin, wekî sibê Pawlos bibî civîna giregira, yançîye dixwazin derheqa wîda her tiştî hê rʼast bizanibin. Lê wan bawer neke, çimkî ji wan çil merîya zêdetir xwe veşartine, hîvîya wî ne. Wana sond xwarîye, ku ne bixwin, ne jî vexwin hʼeta wî nekujin. Wana niha kʼarê xwe kirîye, hîvîya qirara te ne». Wî çaxî serhʼezar xort verʼêkir û tʼemî da wî: «Kesîrʼa nebêje, ku te ev yek minrʼa gotîye». Serhʼezar gazî du serseda kir û got: «Dusid eskerî hazir kin, hʼeftê sîyarî, dusid jî rʼimdar, wekî şev sihʼeta neha hʼeta Qeyserîyê herʼin. Usa jî çend hespa hazir kin, wekî Pawlos lê sîyar kin, ku bê qede bê bela bibine cem Felîksê welî». Neʼmek jî bi vê fikirê nivîsî: «Ji Klawdyo Lûsyo, Silav Felîksê welîyê xweyîqedirrʼa! Eva meriva ji cihûya hatibû girtinê, wê bi destê wan bihata kuştinê, ez pê hʼesîyam ku rʼomayî ye, bi eskerava gihîştimê û min ew xilaz kir. Min xwest ku bizanibim kʼa bona çi şikîyatê wî dikin, min ew bire ber civîna giregirêd wan û kʼifş kir, ku şikîyatê wan ser pirsêd qanûna wan e, lê bona kuştinê yan girtinê xirabîya wî tʼuneye. Gava cab gihîşte min, ku cihûya bona wî merivî tʼelekek hazir kirîye, min destxweda ew şande cem te û eʼmirî li şikîyatkira kir, ku çî wanî miqabilî wî hebe, li ber te bêjin ». Eskera jî anegorî wî eʼmirê ku standin, Pawlos şev hildan birine Entîpetrîsê. Rʼoja dinê yêd sîyarî Pawlosrʼa danîn ku tʼevî wî herʼin, lê yêd peya xwexa vegerʼîyane eskerxanê. Ewêd sîyarî gihîştine Qeyserîyê, neʼme dane welî, Pawlos jî dane destê wî. Ewî ew neʼme xwend, pirsî ji kʼîjan qezayê ye, ku pê hʼesîya ji Kîlîkyayê ye, got: «Ezê hingê guhdarîya te bikim, kʼengê şikîyatkirêd te bên». Û eʼmir kir, ku ew qesira Hêrodesda bê xweykirinê. Pênc rʼoja şûnda Hananîyayê serekkʼahîn tʼevî hineke ji rʼûspîya û Tertûloyê zanebêj berjêr bû hate Qeyserîyê. Vana bona Pawlos gilî-gazinê xwe welîrʼa kirin. Lê wekî gelekî serê te neêşînim, hîvî dikim ji kʼerema xwe kin guhdarîya me bike. Me ev meriva dît, çawa mîna belakê kʼetîye nava hʼemû cihûyêd ser dinê tʼevîhev dike û rʼêberê kʼomela nisretîya ye. Evî kir ku pʼaristgehê jî bihʼerʼimîne, lê me ew girt. Heger tu ji wî bipirsî, tê xwexa bikaribî ji wî her tiştî bizanibî kʼa bona çi em şikîyatê wî dikin». Cihûya jî gotina wî eʼseyî kirin, gotin: «Belê, ev yek usa ye». Gava welî pê serîya kir ku ew xeber de, Pawlos lê vegerʼand û gotê: «Ez zanim ku gelek sal in tu hʼakimê vî miletî yî, ezê jî bi rʼezedilî bona xwe caba xwe bidim. Çawa ku tu dikarî bizanibî, eva donzdeh rʼoj tʼune, ku ez bona hʼebandinê hevraz çûbûme Orşelîmê. Evana ez nedîtime ku pʼaristgehêda tʼevî yekî têkʼevime deʼwê, yan jî kʼinîştada usa jî cîkî din bajêrda eʼlaletê dora xwe tʼop kim. Û ne jî niha dikarin gotinêd xwe îzbat kin, ku bona çi şikîyatê min dikin. Lê ezê aşkere terʼa bêjim, wekî li gora wê Rʼîya ku ewana jêrʼa kʼomela şihʼitî dibêjin, ez hema usa Xwedêyê kal-bavêd xwe dihʼebînim. Û çi ku Qanûn û nivîsarêd pʼêxemberada jî nivîsar e, bawer dikim. Ez Xwedêda jî guman im, çawa ku ew jî wê gumanê ne, ku hʼemû heq û neheqê ji mirinê rʼabin. Bona vê yekê çiqas ji min tê, ez diceʼdînim hʼemû wextî bi îsafa rʼihʼet li ber Xwedê û meriva bim. Awa pey gelek salarʼa ez vegerʼîyam hatime Orşelîmê, ku kʼomekê bidime miletê xwe û hʼedîya bidim. Hingê wî şixulîda ez pʼaristgehêda paqijbûyî dîtim li gora eʼdetê me. Ez ne tʼevî eʼlaletê bûm, ne jî şerʼûda. Lê ji wan çend cihûyêd qeza Asyayê li wir bûn. Heger hindava minda tiştekî wanî gotinê hebûya, ew gerekê bihatana ber te bisekinîyana şikîyatê min bikirana. Yan jî bira evana bêjin, gava ez ber civîna giregira sekinî bûm, çi xirabî ser min dîtin, pêştirî vê yekê, ku min bi dengê bilind nava wanda gotîye: ‹Bona bawerîya rʼabûna mirîya hûn îro dîwana min dikin›». Felîksva ew Rʼê ku rʼind eʼyan bû, hingê ewî şixulê wan paşda avît û got: «Kʼengê Lûsyoyê serhʼezar berjêr bê, ezê hingê bona şixulê we qirara xwe bidim». Ewî eʼmirî sersed kir, ku Pawlos pʼirʼî-hindikî aza xwey kin û îzina heval-hogirêd wî jî bidin, yê ku wê kʼomekdarîya wî bikin. Çend rʼoja şûnda Felîks tʼevî Dirûsîla kʼulfeta xweye cihû hat, gazî Pawlos kir û bona wê bawerîya ser Mesîh Îsa ji wî bihîst. Pawlos hê bona rʼastîyê, xwegirtinê û dîwana Xwedêye ku wê bê xeber dida, Felîks saw kʼişand û got: «Tu niha herʼe. Gava wextê min hebe, ezê gazî te kim». Usa jî ew wê gumanê bû, ku ji Pawlos pʼere bistanda, bona wê yekê jî gelek cara gazî wî dikir û tʼevî wî xeber dida. Gava du sal derbaz bûn, dewsa Felîks Porkîyo Fêsto bû welî. Felîks jî ku dixwest qencî cihûyarʼa bikira, Pawlos girtî hişt. Pey sê rʼojarʼa, gava Fêsto derbazî ser qulixa xwe bû, ew ji Qeyserîyê hevraz çû Orşelîmê. Serekêd kʼahîna û giregirêd cihûya bona Pawlos şikîyatê xwe li wî kirin û hîvî kirin ku bike qencî wî bîne Orşelîmê, çimkî wana tʼelek çêkiribû ku rʼêva wî bikujin. Lê Fêsto li wan vegerʼand û got: «Pawlos wê li Qeyserîyê girtî bimîne û ezê xwexa jî zûtirê herʼime wir. Awa bira serwêrêd we tʼevî min berjêr bin û heger neheqîke wî merivî jî hebe, bira gunekʼarîya wî bêje». Wir nehe-dehe rʼoja nav wanda ma, paşê berjêr çû Qeyserîyê, rʼoja din li herema dîwanê rʼûnişt, eʼmir kir ku Pawlos bînin. Gava Pawlos hat, cihûyêd ku ji Orşelîmê berjêr hatibûn dora wî girtin û gelek buxdanêd giran li wî dikirin, lê nikaribûn îzbat kirina. Pawlos caba xwe da û got: «Min hindava Qanûna cihûya yan pʼaristgehê yan jî Qeyserda tʼu neheqî nekirîye». Fêsto jî xwest ku cihûyarʼa qencîyê bike, li Pawlos vegerʼand û got: «Tu dixwazî hevraz herʼî Orşelîmê, ku bona van tişta dîwana te ber min wir bê kirinê?» Pawlos got: «Ez li ber dîwana Qeyser sekinî me, li kʼu jî dîwana min gerekê bibe. Min xirabîk li cihûya nekirîye, çawa tu xwexa jî qenc zanî. Awa heger ez neheq im û min tiştekî usa kirîye ku gerekê bême kuştinê, ez ji mirinê venakʼişim, lê heger neheqîya min vê yekêda tʼune, çawa ku ewana şerʼa davêjine min, kes nikare min bide destê wan. Ez deʼwa dîwana Qeyser dikim». Hingê Fêsto tʼevî şîretkʼara xeber da, paşê li wî vegerʼand û gotê: «Tu deʼwa Qeyser dikî, gerekê tu herʼî cem Qeyser». Çend rʼoj derbaz bûn, Egrîpa pʼadşa û Bernikê hatine Qeyserîyê, ku Fêsto silav kin. Gava gelek rʼoj li wir derbaz kirin, Fêsto bona Pawlos eʼlamî pʼadşê kir û got: «Vir merivek heye ku ji hêna Felîksda ew girtî maye. Gava ez çûme Orşelîmê, serekêd kʼahîna û rʼûspîyêd cihûya şikîyatê wî ber min kirin û hîvî kirin ku ez dîwana wî bikim. Min li wan vegerʼand û got, wekî ne eʼdetê rʼomayîya ye ku merivekî bêxeda bidine der, hʼeta mecalê nedine yê gunekʼar, ku li ber şikîyatkirêd xwe bisekine û rʼû bi rʼû ber wan caba xwe bide. Gava ewana hatine vira, min derengî neêxist, rʼoja dinê ez li herema dîwanê rʼûniştim û min eʼmir kir, ku wî merivî bînin. Gava yêd ku ew gunekʼar dikirin rʼabûn ku xeber din, min bona çi xirabîyêd ku şik dibire wî, tʼu kesî bona wan yeka tiştek negot. Lê deʼwa wan tʼevî wî bona pirsa hʼebandina wan bû û ser Îsakî mirî, ku Pawlos dibêje Ew sax e. Hingê min nizanibû ku çawa ev pirsana eʼseyî bikirana, min ji wî pirsî: ‹Tu dixwazî herʼî Orşelîmê, ku bona van tişta ber dîwanê bisekinî?› Lê çaxê Pawlos xwest ku şixulê wî herʼe ber Qeyser û bê lênihêrʼandinê, min eʼmir kir ku ew girtî bimîne, hʼeta ku ez wî bişînime cem Qeyser». Egrîpa Fêstorʼa got: «Min jî dixwest xeberdana wî merivî bibihîsta». Ewî jî got: «Tê sibê wî bibihêyî». Rʼoja dinê Egrîpa û Bernikê bi rʼewşa mezin tʼevî serhʼezar û giregirêd bajêr hatine kʼoçʼikserê, Fêsto eʼmir kir û Pawlos anîn. Fêsto got: «Egrîpa pʼadşa û hʼemûyêd hazir! Hûn vî dibînin, tʼemamîya cimeʼta cihûya hin Orşelîmêda, hin jî vira şikîyatê vî ber min dikirin û dikirine qîrʼîn digotin: ‹Ew gerekê sax nemîne!› Lê min kʼifş kir ku evî tiştekî usa nekirîye ku bê kuştinê û xwexa jî deʼwa dîwana Qeyser dike, min qirar kir ku wî bişînim. Lê bona vî tiştekî eʼseyî tʼune xweyê xwerʼa binivîsim, bona vê yekê min ev anî ber we, îlahî ber te Egrîpa pʼadşa, wekî ev yek dîsa bê lênihêrʼandinê, hingê tiştekî minî nivîsarê wê hebe. Çimkî tiştekî bê aqilî ye, heger ez girtîkî bişînim û bona sûcê wî tiştekî nenivîsim». Hingê Egrîpa Pawlosrʼa got: «Îzina te heye ku tu bona xwe xeber dî». Wê demê Pawlos destê xwe bilind kir, caba xwe da. «Egrîpa pʼadşa, bona hʼemû şikîyatêd ku cihû li min dikin, ez îro xwe bextewar hʼesab dikim ku ber te sekinî me caba xwe didim, îlahî vê pirsêda ku tu haş ji hʼemû eʼdet û pirsêd cihûya heyî. Bona vê yekê ez ji te hîvî dikim, bi sebir guhdarîya min bikî. Hʼemû cihû zanin ku min çawa eʼmirê xwe ji zarʼotîya xweda girtî nava miletê xwe û li Orşelîmêda derbaz kirîye. Ewana zûva min nas dikin, heger bixwazin, dikarin şeʼdetîyê bidin, wekî ez anegorî eʼdetê kʼomela dînê meyî hʼişk jî fêrisî bûme. Û niha jî bona gumana wî sozê ku Xwedê daye kal-bavêd me dîwana min tê kirinê, xût bona wî sozê ku her donzdeh eʼşîrêd me bi dil û can, şev û rʼoj Xwedê hʼebandine, wekî bigihîjine ewê yekê. Belê bona vê gumanê ye, ku cihû şikîyatê min dikin, pʼadşayî xweş be. Hûn çima nikarin bawer bikin, ku Xwedê wê mirîya ji mirinê rʼake? Min xwexa jî kiribû deynê stûyê xwe, ku miqabilî navê Îsayê Nisretê gelek tişt bikira û min Orşelîmêda kir jî. Min ji serekêd kʼahîna hʼukum stand û gelekêd ji cimeʼta Xwedê davîtine kelê û gava dihatine kuştinê, min jî dengê xwe dida. Hʼemû kʼinîştada gelek cara min ew didane cezayê û dikir ku zorê bidime wan ku wê bawerîya xwe înkʼar kin. Min kʼîna wan girtibû, hʼeta bajarêd xerîbda jî ew dizêrandin. Awa ez carekê bi hʼukum û eʼmirê serekêd kʼahîna diçûme Şamê. Rʼoj nîvro bû, pʼadşayî xweş be, rʼêva min dît ji eʼzmên rʼonayîke ji rʼonayîya teʼvê zortir dora min û yêd tʼevî min dihatin şewq da. Em hʼemû kʼetine eʼrdê, min dengek bihîst ku bi zimanê îbranî minrʼa got: ‹Şawûl! Şawûl! Tu çima Min dizêrînî? Tu bi kʼulmê nikarî herʼî dirêşê ›. Min got: ‹Tu kʼî yî, Xudan?› Xudan got: ‹Ez ew Îsa me, Yê ku tu dizêrînî. Niha rʼabe ser nigêd xwe, Ez bona wê yekê teva xuya bûm, ku te bikime berdestîyê Xwe û şeʼdê wî tiştê ku te dît û wan tiştêd ku Ezê paşê ber te vekim. Ezê te ji destê cimeʼta Îsraêlê û necihûya xilaz kim. Va Ez te dişînime nava wan, wekî çʼeʼvêd wan vekî, ji teʼrîstanîyê berbi rʼonayê û ji hʼukumê mîrêcin berbi Xwedê vegerʼînî, wekî bi saya wê bawerîya ser min, gunêd wan bêne baxşandinê û tʼevî pʼara cimeʼta Min bin›. Awa Egrîpa pʼadşa, ez miqabilî wê dîtina li berçʼeʼvaye ji eʼzmên nesekinîm. Lê min pêşîyê yêd Şamê, Orşelîmê û tʼemamîya tʼopraxêd Cihûstanêrʼa dannasîn kir, usa jî necihûyarʼa, ku tʼobe kin berbi Xwedê vegerʼin û kirêd qenc bikin, wekî bê kʼifşê ew ji gunekirinê vegerʼîyane. Bona vê yekê cihûya ez pʼaristgehêda girtim, xwestin min bikujin. Lê min ji Xwedê kʼomek stand û hʼeta îro ez mame, şeʼdetîyê didime biçʼûk û mezina. Tiştekî zêde jî ji wan tiştêd ku pʼêxembera û Mûsa gotibûn wê bibin, min negotîye: Gerekê Mesîh cefa bikʼişanda, bibûya yê pêşin ji nava mirîya rʼabûyî û rʼonaya xilazbûnê miletêd cihû û necihûyarʼa dannasîn kira». Gava Pawlos aha caba xwe da, Fêsto bi dengê bilind got: «Tu xwe unda dikî, Pawlos! Pʼirʼxwendina te te unda dike». Pawlos gotê: «Ez xwe unda nakim Fêstoyê xweyîqedir, lê xeberêd rʼast û çê dibêjim. Pʼadşa haş ji van tişta heye, lema jî ez aza xeber didim û bawer nakim ku tiştek ji wî veşartî mabe, çimkî ev yeka qulçʼekîda nebûye. Egrîpa pʼadşa, tu pʼêxembera bawer dikî? Zanim ku tu bawer dikî». Egrîpa Pawlosrʼa got: «Te tʼirê tu usa zû dikarî min bikî mesîhî?» Pawlos got: «Ez hîvî ji Xwedê dikim, zû-dereng ne ku tʼenê tu, lê hʼemûyêd ku îro guhdarîya min dikin, usa bin çawa ez im, pêştirî van qeyda». Hingê pʼadşa rʼabû pʼîya, welî, Bernikê û hʼemûyêd tʼevî wî rʼûniştî jî pêrʼa. Ew derkʼetine derva, hevrʼa xeber dan û gotin: «Eva meriva tiştekî usa nake ku bê kuştinê yan girtinê». Lê Egrîpa Fêstorʼa got: «Me dikaribû eva meriva berʼda, heger evî deʼwa dîwana Qeyser nekira». Gava qirar kirin ku em bi gemîyê herʼine Îtalyayê, Pawlos û çend girtîyêd din dane destê sersedekî ji rʼefa eskerêd Qeyser, navê wî Yûlyo. Em kʼetine gemîke ji Edremîtê, ku wê gemîwargehêd qeza Asyayêva biçûya û rʼêkʼetin. Erîstarxoyê mekedonî jî ji Tʼêsalonîkê merʼa bû. Rʼoja dinê em Saydayê peya bûn, Yûlyo qencî Pawlosrʼa kir, îzin da ku herʼe cem dostêd xwe, wekî bona wî xem bikin. Ji wir rʼêkʼetin, dest bayê pêşîya me, em teʼldê Qubrisêrʼa derbaz bûn. Gava em nava beʼra pêşberî Kîlîkyayê û Pamfîlyayêva derbaz bûn, gihîştine Lîkyayê, bajarê Mîrayê. Wir sersed gemîke Skenderyayê dît ku diçû Îtalyayê, em kirine wê gemîyê. Hêdî-hêdî gelek rʼojada em bi zorekê nêzîkî Kinîdyayê bûn. Bê ku rʼê nedida me, em binatʼara Kirêtayê ber Salmonêrʼa derbaz bûn. Em bi zorekê wirrʼa derbaz bûn gihîştine cîkî, ku jêrʼa dibêjin Gemîwargehêd Bedew, ku nêzîkî bajarê Laseyayê bû. Gelek wext ku li wir derbaz bû, rʼêwîtîya gemîyê jî bi qezîyava girêdayî bû, Rʼoja Rʼojîya jî îdî derbaz bibû. Pawlos şîret li wan kir û got: «Gelî meriva! Ez dibînim ku ev rʼêwîtîya bi gemîyê gelek zîyanê û cefava girêdayî ye, ne ku tʼenê bona bar û gemîyê, lê bona eʼmirê me jî». Lê sersed hê gurʼa gemîvan û xweyê gemîyê dikir, ne ku xeberêd Pawlos. Ew gemîwargeh bona derbazkirina zivistanê ne qenc bû, lema jî geleka ji wan qirara xwe da ku ji wir herʼin, belkî bikaribin bigihîjine bajarê Fînîksê û li wir zivistanê derbaz kin. Eva bajara gemîwargeheke girava Kirêtayê ye, ku li başûr-rʼoavayê û bakur-rʼoavayê dinihêrʼe. Gava bayê başûrêyî nerm hat, wana tʼirê îdî gihîştine meremê xwe, lengere kʼişandin rʼêkʼetin û xwe li hêşîya Kirêtayê girtî çûn. Lê xêlekê şûnda firtoneke qayîm li me rʼabû, ku jêrʼa dibêjin Êvrîkilon. Firtonê li gemîyê xist û gemî nikaribû miqabilî wê biçûya, dest jê kʼişandî em ji bê hatine ajotinê. Me xwe da ber teʼldê giraveke biçʼûk, navê wê Kawda, li wir bi zorekê qeyik girt kʼişande jor û bi werisa gemî binîva şidandin. Ewana tirsîyan ku nebe gemî lîla Sûrtisêda rʼûnê, bapʼêş anîne xwarê û aha ji bê dihatine ajotinê. Ji dest qayîmîya firtonê, barê gemîyê rʼoja din rʼêtine beʼrê. Rʼoja sisîya wana bi destê xwe hacetêd gemîyê avîtine beʼrê. Ew çend rʼoj bûn teʼv û steyrk nedihatine xuyanê, firtone jî nedisekinî. Heyneser bona xilazbûnê gumana me hʼemû hate birʼînê. Ew çend rʼoj bûn jî birʼçî mabûn, Pawlos nava wanda sekinî û got: «Gerekê we gurʼa min bikira eʼvdno, ji Kirêtayê dernekʼetana, hingê weyê ev zîyan û cefa nekʼişanda. Niha jî ez hîvî dikim, ku hûn dil bidine ber xwe, çimkî pêştirî gemîyê zîyanê li me tʼu kesî nebe. Çimkî hema vê şeva derbazbûyî milyakʼetekî wî Xwedêyê ku ez pʼara Wî me û Wî dihʼebînim, minva xuya bû û got: ‹Netirse, Pawlos! Gerekê tu li ber Qeyser bisekinî. Va Xwedê hʼemûyêd tʼevî te gemîyêda dane xatirê te›. Niha dil bidine ber xwe eʼvdno, çimkî ez Xwedêda bawer im, ku çawa minrʼa hate gotinê, wê usa jî bibe. Lê tʼenê emê bêne ajotinê û beja giravekê xin». Şeva çardeha bû ku em beʼra Adrîyatîkêda ji bê dihatine ajotinê. Nîvê şevê gemîvana kʼifş kir, ku digihîştine bejekê, kʼûrpîv avîtinê, dîtin ku qasî çil mêtirî bû, hinekî jî pêşda çûn, dîsa avîtinê dîtin ku qasî sî mêtirî bû. Hingê em tirsîyan ku nebe em cîkî kevirî xin, paşîya gemîyêva çar lengere avîtin û bi dua çʼeʼvnihêrʼîya sibehê bûn. Lê gemîvana xwest ku ji gemîyê birʼevin, qeyik ji gemîyê peya kirin, bi wê meʼnîyê yançîye dixwazin pêşîya gemîyêva jî lengera bavêjin, Pawlos sersed û eskerarʼa got: «Heger evana gemîyêda nemînin, hûn nikarin xilaz bin». Hingê eskera kapêd qeyikê qetandin, berʼdan ku wêda herʼe. Berbanga sibehê Pawlos hîvî ji wan hʼemûya kir ku nên bixwin û got: «Eva çardeh rʼoj e ku hûn çʼeʼvnihêrʼî birʼçî mane û we tʼu tişt nexwarîye. Awa ez hîvî ji we dikim, nanê xwe bixwin, ku ev jî bona xilazbûna we ye, tʼêlekî pʼorʼê serê weyê unda nebe». Û gava ev yek got, nan hilda li ber hʼemûya şikirîya xwe Xwedê anî, kerkir û destpêkir xwar. Wî çaxî bîn hate ber hʼemûya, wan jî nan xwar. Em hʼemû hevrʼa gemîyêda dusid hʼeftê şeş merî bûn. Gava nan xwarin, tʼêr bûn, genim rʼêtine beʼrê gemî sivik kirin. Sibeh ku zelal bû, eʼrd nas nedikirin, lê delaveke beʼrê rʼaçʼeʼv kirin, ku hêşîya wê hebû û dixwestin belkî bikaribin binê gemîyê wir eʼrdê xin. Lengere ji binî qetandin, beʼrêda hiştin, hingê jî werisêd fitilokêd zivirʼandinê ku digirtin sist kirin û bapʼêşa pêş dane bê, xwe li wê hêşîya beʼrê girtin. Lê li girekî binê avê xistin, lîlêda rʼûnişt, pozê gemîyê têda ma û îdî nehʼejîya, pişta wê jî ji dest qayîmîya pêla hûrdexweşî dibû. Hingê eskera qirar kirin ku girtîya bikujin, wekî sobekʼarîyê nedin nerʼevin. Lê sersed ku dixwest Pawlos xilaz kira, nehişt ku ew şêwira xwe bînine sêrî. Hingê eʼmir kir ku yêd sobekʼarîyê zanin, pêşîyê xwe bavêjine avê derêne bejê, lê yêd mayîn, hinek ser tʼexta, hinek jî ser pʼarçʼêd gemîyê derên. Û bi vî awayî aha hʼemû xilaz bûn, derkʼetine bejê. Gava em xilaz bûn, hingê em pê hʼesîyan, ku navê wê giravê Malta ye. Binelîyêd wir gelek qedir-hurmet merʼa kirin, agir vêxistin, ji ber wê sermayê û barana ku destpêkir em qebûl kirin. Hingê Pawlos bermile qirş berev kir danî ser êgir, meʼrek ji dest germê derkʼet, dev avîte destê wî girt. Binelîya gava rʼeʼwirê destê wîva dardabûyî dît, hevrʼa gotin: «Eva rʼastî mêrkuj e, ji beʼrê xilaz bû, lê xudanê Heqîyê nehişt ku ew bijî». Lê Pawlos rʼeʼwirê destê xweva dawşande nava êgir û zîyan li wî nebû. Ewana jî hîvîya wê yekê bûn ku wê biwerime yan nişkêva bikʼeve bimire, gava gelekî hîvîyê man û dîtin ku tʼu tişt li wî nehat, fikirê xwe guhastin û gotin: «Eva xwedêk e». Li wî cîyê dor-berêd wan bergêd serwêrê wê giravê hebûn, ku navê wî Poplîyo bû. Ewî hurmet merʼa kir, sê rʼoja em cem xwe xwey kirin. Bavê Poplîyo tʼayêda bi zikêşîyê nexweş pʼaldayî bû. Pawlos çû cem wî, dua kir, destêd xwe danîne ser wî û ew qenc kir. Gava ev yeka qewimî, nexweşêd mayîne wê giravêda jî dihatin qenc dibûn. Wana gelek qedir-hurmet merʼa kirin û gava em rʼêkʼetin, ew tiştêd ku bona rʼê wê kêrî me bihatana merʼa dagirtin. Sê meha şûnda em bi gemîya Skenderyayê rʼêkʼetin, ku wê jî zivistan li wê giravêda derbaz kiribû, şikilê her du xudanêd Heval-cêwî jî ser bû. Em gihîştine Sîrekûsê, sê rʼoja wir man. Ji wir jî em çûn gihîştine Rʼêgîyomê. Rʼojekê şûnda bayê başûrê hat, em du rʼojada gihîştine Potîyolê. Wir me xûşk-bira dîtin û hîvî ji me kirin, ku em hʼeftêkê wir bimînin. Û bi vî awayî em gihîştine Rʼomê. Xûşk-birayêd wir jî bona me bihîstibûn, pêşîya meda hatin hʼeta Meydana Epîyû û Sê Mêvanxana. Pawlos ku ew dîtin, şikirî da Xwedê û dilê wî şidîya. Gava em gihîştine Rʼomê, îzin dane Pawlos ku tʼenê tʼevî wî eskerê ku nobedarîyê wî dike bimîne. Sê rʼoja şûnda Pawlos gazî giregirêd cihûya kir, gava ew hatin, wanrʼa got: «Gelî bira! Min tiştekî miqabilî cimeʼtê yan kal û bava nekirîye, lê Orşelîmêda ez girtim dame destê rʼomayîya. Gava ez anîme ber dîwanê, xwestin min berʼdin, çimkî ser min bona kuştinê tʼu xirabî nedîtin. Lê gava cihûya miqabilî wê yekê xeber dan, min îdî bêçʼarîya xwe deʼwa Qeyser kir, lê ne bona wê yekê, ku şikîyatê miletê xwe bikira. Lema jî min hîvî kir, ku we bibînim û tʼevî we xeber dim. Belê ez bona gumana Îsraêlê van qeyd-zincîrada me». Wana jî wîrʼa got: «Me bona te ji Cihûstanê ne neʼme standîye, ne jî ji birayêd me kes hatîye bona xirabîya te gilî kirîye yan xeber daye. Lê em dixwazin ji te bibihên, kʼa bîr û bawerîya te çi ye, çimkî bona wê kʼomelê meva îdî eʼyan e ku hʼemû cîya miqabilî wê xeber didin». Awa rʼojek kʼifşkirin û wê rʼojêda gelek hatine wî cîyê ku Pawlos têda dima. Ewî sibê hʼeta êvarê wanarʼa bona Pʼadşatîya Xwedê şirovedikir û bi meʼrîfetî dannasîn dikir, derheqa Îsada jî bi Qanûna Mûsa û nivîsarêd pʼêxembera ew didane bawerkirinê. Hineka xwe li gotinêd wî girtin, hineka jî bawer nekir. Awa berî çûyîna wan nava wanda bû dutîretî gava Pawlos ev yek got: «Çawa rʼast Rʼuhʼê Pîroz bi Îşaya pʼêxember tʼevî kal-bavêd me xeber da û got: ‹Herʼe cem vê cimeʼtê û bêje: Hûnê bibihên û guh bidinê, lê feʼm nekin, hûnê binihêrʼin û dîna xwe bidinê, lê nebînin. Çimkî eva cimeʼta serhʼişk e, bi guha giran dibihên û çʼeʼvêd xwe girtine, wekî bi çʼeʼva nebînin, bi guha nebihên û bi hʼiş feʼm nekin, venegerʼin, ku Ez wan qenc kim›. Awa bira weva eʼyan be, wekî xilazkirina Xwedê necihûyarʼa hate şandinê û ewê guhdarîya Wî bikin». Pawlos tʼam du sala mala xweye kʼirêkirîda ma, kʼî jî dihate cem wî, hʼemû qebûl dikirin. Ewî Pʼadşatîya Xwedê bi mêrkʼîmî bê pêşîgirtin dannasîn dikir û derheqa Xudan Îsa Mesîhda hîn dikir. Ji Pawlos, xulamê Mesîh Îsa, şandîtîyêrʼa gazîkirî, bona belakirina wê Mizgînîya Xwedêye kʼifşkirî, ya ku Wî hê pêşda nivîsarêd pîrozda bi zarê pʼêxemberêd Xwe soz dabû. Bi Wî me kʼerema şandîtîyê stand, wekî bona navê Wî hʼemû mileta hîn kin, ku bawer bikin û guhdar bin. Hûn jî nava wanda hatine gazîkirinê, ku bibine pʼara Îsa Mesîh. Ji we hʼemûyarʼa, hʼizkirîyêd Xwedêye pîrozbûnêrʼa gazîkirî, ku Rʼomayêda dimînin, kʼerem û eʼdilayî be, ji Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh. Berê pêşin ez bi destê Îsa Mesîh bona we hʼemûya rʼazîbûnê didime Xwedêyê xwe, çimkî bawerîya we tʼemamîya dinyayêda tê gotinê. Xwedê şeʼdê min e, ew Xwedêyê ku ez nava Mizgînîya Kurʼê Wîda bi dil û can xulamtîyê dikim, ez her gav we bîr tînim û tʼimê nava duayêd xweda hîvî dikim, ku bi eʼmirê Xwedê carekê rʼê bikʼeve min, ser weda bêm. Çimkî ez gelekî hʼeyra dîtina weda me, wekî pʼêşkʼêşeke rʼuhʼanî bigihînime we, ku hûn bawerîyêda bişidin. Awa gotî ez jî tʼevî we, em dil bidine ber hev, bi wê bawerîya min û weye her du alîyava. Ez dixwazim ku hûn zanibin xûşk-birano, wekî gelek cara min xwestîye bême cem we, ku kʼeda min nava weda jî hebe, çawa nava necihûyêd mayînda, lê hʼeta niha rʼê nekʼetîye min. Ez borcdarê hʼemû mileta me, hin yê yûnanêd pêşdaçûyî û hin jî yê miletêd paşdamayî, deyndarê serwaxta û bêfeʼma me. Awa ez bi dil û can dixwazim Mizgînîyê bidime we jî, yêd ku Rʼomayêda dimînin. Belê ez Mizgînîyê şerm hʼesab nakim, çimkî ew qewata Xwedê ye, bona xilazbûna hʼemû bawermenda, pêşîyê bona cihûya, paşê necihûya. Çimkî Mizgînî dide kʼifşê, ku Xwedê çawa meriva rʼast hʼesab dike, dike kirasê xwe, ev yek ji sêrî hʼeta binî bi bawerîyê ye, çawa nivîsar e: «Yê rʼast wê bijî, çimkî bawer dike». Xezeba Xwedê ji eʼzmên ser hʼemû bêxwedêtî û neheqîya wan meriva xuya dibe, kʼîjan ku bi neheqîyêd xwe nahêlin ku rʼastî xuya be. Çimkî çi ku gerekê bona Xwedê bizanibin wanva eʼyan e, çimkî Xwedê wanva eʼyan kirîye. Rʼast ji eʼfirandina dinyayêda hʼunurêd Wîye nexuya, awa gotî qudreta Wîye hʼeta-hʼetayê û Xwedêtîya Wî bi eʼfirîna xuya dibin, zelal têne dîtinê. Bi vî awayî kes nikare cabê bide. Belê wan Xwedê nas dikir, lê pesinê Wî nedan çawa Xwedê, ne jî ji Wî rʼazî bûn, lê belê ew nava fikirêd xweda pʼûçʼ bûn û ji dest bêfeʼmîyê şûna rʼeşva çûn. Wana got: «Eme serwaxt in», lê bêfeʼm derkʼetin û rʼûmeta Xwedêyê nemirî şikilê merivê pʼûçʼî-mirî, teyreda, çarpʼê û şûlikîyarʼa guhêrʼîn. Lema jî Xwedê ew bi xwestina dilê wan dane destê hʼeramîyê, ku bedena xwe nava hevda bihʼerʼimînin. Wana rʼastîya hindava Xwedêda derewîyêrʼa guhêrʼîn û serê xwe li ber eʼfirîna danîn, ew hʼebandin, ne ku Eʼfirandarê hʼeta-hʼetayê ku hêjayî şikirîyê ye. Amîn. Bona vê yekê Xwedê ew dane bênamûsîyê, hʼeta jinêd wan jî hʼewcetîya xweye eʼdetê dinê hʼewcetîya ekʼsîeʼdetîyêrʼa guhêrʼîn. Usa jî mêra hʼewcetîya jinaye eʼdetî hiştin, pê temêd xweye xirab bi hevrʼa şewitîn, mêra tʼevî mêra rʼobetî dikir û heqê jirʼêkʼetina xweye qazinckirî hildidane ser xwe. Û çawa wana nexwest Xwedê zanebûna xweda xweykirana, Xwedê jî ew dane fikirêd bêtʼewşe, ku ewana tiştêd necayîz bikin. Evana her neheqîyê, neqencîyê, timayîyê, xirabîyava tʼijî ne: Bi hʼevsûdîyê, mêrkujîyê, berzeqîyê, mixenetîyê, xêrnexwazîyêva dagirtî, gilîgerʼo, buxdanbêj, nexwedêhʼiz, bêşerm, pozbilind, kʼubar-babax, yê xirabîyê çêdike, ne gurʼa dê-bavada, bêfeʼm, bêamin, bêîsaf, bêrʼeʼm. Belê evana haş ji qanûna Xwedê hene, ku yêd van tişta dikin hêjayî mirinê ne, lê belê ne ku tʼenê van tişta dikin, lê havijîya xwe ji kirîya jî tînin. Awa eʼvdo, dixwazî kʼî bî, gava loma dikî, tu nikarî xwe bêsûc kî. Çawa loma xelqê dikî, usa jî tu xwe lomekʼar dikî, çimkî tu ku loma dikî, xût wan tişta dikî. Lê em zanin ku dîwana Xwedê wê bi rʼastîyê ser wanda bê, yêd ku tiştêd usa dikin. Awa eʼvdo, tu ku loma xweyê van kira dikî û tu xwexa jî wan tişta dikî, te tʼirê tê ji dîwana Xwedê birʼevî? Yan jî tu ku dewlemendtîya şîrinayî, berbihêrî û sebira Wî bêhurmet dikî, tu nizanî ku şîrinayîya Xwedê te dibe berbi tʼobekirinê? Lê tu bi serhʼişkî û dilkevirîya xwe xezebê ser xweda dicivînî, bona Rʼoja Xezebê, gava dîwana Xwedêye heq xuya be. Ewê weke eʼmelê her kesî bîne pêşîya wan. Jîyîna hʼeta-hʼetayê wê bide wan, yêd ku tʼimê bi dûmika dirêj nava kirinêd qencda ne, ku hurmetê, rʼûmetê û nemirîyê dixwazin. Lê hêrs û xezebê ser wanda be, yêd ku kʼara xwe digerʼin, dest ji rʼastîyê kirine û xwe dane xirabîyê. Tengasî û zulmê ser wan hʼemûyada bê, yêd xirabîyê dikin, pêşîyê ser cihûya, paşê ser necihûya. Lê hurmet, rʼûmet û eʼdilayî wê wan hʼemûyarʼa be, yêd ku qencîyê dikin, pêşîyê cihûrʼa û paşê necihûrʼa. Çimkî li cem Xwedê firqî tʼune. Ewêd bêyî Qanûna Mûsa ku gune dikin, bêyî Qanûn jî wê unda bin, lê ewêd xweyîqanûn ku gune dikin, bi Qanûnê jî wê dîwana wan bibe. Çimkî ne ku ewêd Qanûnê dibihên li ber Xwedê rʼast in, lê ewêd ku Qanûnê diqedînin wê rʼast bêne hʼesabê. Necihûyêd ku Qanûna wan tʼune, gava bê hʼemdê xwe xwestinêd Qanûnê diqedînin, belê ewe bê Qanûn in, xwexa bona xwe dibine qanûn. Çimkî evana didine kʼifşê, ku xwestina Qanûnê dilê wanda nivîsar e. Îsafa wan jî şeʼdetîya vê yekê dide û fikirêd wan carna li wan neheq dikin, carna bêsûc dikin. Wê Rʼojê wê usa be, gava Xwedê bi destê Mesîh Îsa dîwana tiştêd merivaye dizîva bike, anegorî Mizgînîya ku ez dannasîn dikim. Awa tu cihû têyî hʼesabê, te xwe spartîye Qanûnê û bi Xwedêyê xwe difirʼî, xwestina Wî zanî û ji Qanûnê hîn bûyî, qencî-xirabîyê ji hev derdixî. Û tu ser xwe guman î, ku rʼêberê kora yî, rʼonayîya ber yêd teʼrîyêda, şîretkʼarê bêfeʼma, dersdarê xişîma. Tu xweda jî guman î, ku bi Qanûnê xût tu xweyê tʼerzê zanebûnê û rʼastîyê yî. Lê belê awa tu ku hevalê xwe hîn dikî, xwexa xwe hîn nakî? Dannasîn dikî, ku nedizin, lê tu didizî? Dibêjî: «Zinîyê neke», lê zinîyê dikî? Ji pʼûta zivêr î, lê pʼaristgehêd wan tʼalan dikî? Bi Qanûnê difirʼî, lê Qanûnê ditʼerʼibînî, Xwedê bêhurmet dikî? Çawa nivîsar e: «Rʼûyê we cihûyada navê Xwedê nava necihûyada tê bêhurmetkirinê». Belê kʼara sinetîyê wê hebe, heger Qanûnê biqedînî. Lê heger tu Qanûnê ditʼerʼibînî, sinetbûna te dibe bêsinetî. Usa jî, heger yê nesinetkirî tʼemîyêd Qanûnê biqedîne, nesinetîya wî wê sinetî neyê hʼesabê? Û yê binyatʼa xweda nesinetkirî ku Qanûnê diqedîne, wê dîwana te bike, ku tu xweyê nivîsar û sinetîyê yî, lê Qanûnê ditʼerʼibînî. Çimkî cihû ne ew e, ku dervava ye û sinetî ne ew e, ku dervava ser bedenê ye. Lê cihû ew e, yê ku dilê xweda cihû ye û sinetîya rʼast dilê sinetbûyî ye, bi Rʼuhʼ, ne bi Qanûna nivîsar. Yê ha, ne ku meriv pʼeyê wî didin, lê Xwedê. Îdî cihû çiva zêde ye? Yan jî çi feyda sinetîyê heye? Gelekî, bi her alîyava. Berê pêşin wê yekêva, ku gotinêd Xwedê li wan hatine spartinê. Awa heger ji wan hinek amin neman, dibe ku ji dest bêaminîya wan Xwedê wê bêamin derê? Tʼu car! De bira Xwedê rʼast be û hʼemû meriv derew, çawa nivîsar e: «Wekî gotinêd Xweda Tu bêsûc derêyî û dîwana Xweda Tu serkʼevî». Lê heger neheqîya me heqîya Xwedê dide kʼifşê, em çi bêjin? Wekî usa ye Xwedê neheq e, ku xezebê tîne serê me? (Bi merivayî xeber didim). Tʼu car! Heger ne usa be, Xwedê wê çawa dîwana dinê bike? Lê heger rʼastîya Xwedê, bona rʼûmeta Wî, bi derewîya min hê kʼifş dibe, lê îdî çima wê dîwana min mîna gunekʼarekî bê kirinê? Û gelo heq e ku em aha bêjin: «Xirabîyê bikin, ku bibe qencî», çawa hinek şerʼa li me gilî dikin, yanê em usa dibêjin? Ew meriv wê rʼast ser bela xwe vebin. Awa em îdî çi bêjin? Em cihû tiştekîva ji necihûya çêtir in? Na xêr! Çimkî me îdî jor da kʼifşê, çawa cihû, usa jî necihû, hʼemû jî bin hʼukumê guneda ne. Çawa nivîsar e: «Yekî rʼast tʼune, tʼu kes tʼune, kesek tʼune, ku feʼm bike, kesek tʼune, li Xwedê bigerʼe. Hʼemû bende xalifî ne, bi hevrʼa tʼevayî bêkêr bûne, yekî qencîyê bike tʼune, tʼu kes tʼune. Gewrîya wane tʼirba vekirî ye, zimanê wane derewîn e, jeʼra meʼra bin zarê wan e. Devê wana tʼijî nifirʼ û teʼlî ye, nigê wane xûnrʼêtinêrʼa dilezîne. Rʼîya wane qede û bela ne. Rʼîya eʼdilayîyê nasnekirî ne, tirsa Xwedê li ber çʼeʼva qet tʼunî ne ». Awa em zanin Qanûn çi ku dibêje, wanarʼa dibêje, yêd ku bin hʼukumê Qanûnêda ne, wekî hʼemû dev bêne girêdanê û tʼemamîya dinyayê li ber dîwana Xwedê cabdar be. Çimkî bi kirêd Qanûnê tʼu qûl-bende wê li ber Xwedê rʼast derneyê, lê bi Qanûnê gune tê naskirinê. Lê niha bêyî Qanûnê, rʼasthʼesabkirina Xwedê xuya bûye, bona kʼîjanê Qanûn û pʼêxember jî şeʼdetîyê didin. Ev e rʼasthʼesabkirina Xwedê: Kʼî bawerîya xwe Îsa Mesîh tîne, Xwedê wan hʼemûya li ber Xwe rʼast hʼesab dike. Firqî tʼune, çimkî hʼemûya gune kir û negihîştine rʼûmeta Xwedê. Lê ji kʼerema Wî, bi azakirina Mesîh Îsa rʼasthʼesabbûnê pʼêşkʼêş distînin. Xwedê Ew kʼifş kiribû, ku Ew bi xûna Xwe li ber gunêd wan kʼeve, yêd ku vê yekê bawer bikin. Xwedê ev yeka kir, ku rʼasthʼesabkirina Xwe bide kʼifşê, çimkî Wî bi sebira Xwe guh neda wan gunêd ku pêşda hatibûne kirinê. Awa gotî Xwedê bi Îsa ev yek kir, wekî rʼasthʼesabkirina Xwe vî zemanîda bide kʼifşê, ku Xwexa rʼast e û her kesê ku bawerîya xwe Îsa tîne, wan rʼast hʼesab dike. Awa îdî çi maye ku em pê bifirʼin? Hʼemû pʼûçʼ bû çû. Çima pʼûçʼ bû? Çimkî em Qanûnê diqedînin? Na xêr, lê çimkî em bawer dikin. Çimkî meva feʼmdarî ye, ku meriv bi bawerîyê rʼast hʼesab dibe, bêyî kirêd Qanûnê. Yan Xwedê tʼenê Xwedê cihûya ye? Ne yê necihûya ye? Belê, yê necihûya ye jî, çimkî Xwedê yek e û ew yêd sinetbûyî bi bawerîyê rʼast hʼesab dike û nesinetbûyîya jî dîsa bi wê bawerîyê. Wekî usa ye em bi bawerîyê Qanûnê betal dikin? Tʼu car, lê em Qanûnê mak dikin. Em îdî çi bêjin bona Birahîmê baveʼşîrê xwe, alîyê bedenêda? Ewî çi dît? Heger Birahîm bi kirêd xwe rʼast hʼesab bibûya, hingê dikaribû bi kirêd xwe bifirʼîya, lê ne li ber Xwedê. Lê kʼa nivîsar çi dibêje? «Birahîm Xwedê bawer kir û ew yek jêrʼa rʼastî hate hʼesabê». Awa heger yek şixulekî dike, maşê wî jêrʼa nayê dayîn çawa pʼêşkʼêş, lê çawa deyn. Lê heger gumana yekî ne ser şixulê wî ye, lê bawerîya xwe Wî tîne, Yê ku nepʼaka bêsûc dike, bi vê bawerîyê ew rʼast hʼesab dibe. Dawid jî aha xwezîya xwe li wî merivî tîne, yê ku Xwedê bêyî kira wî rʼast hʼesab dike. «Xwezî li wan, ku neheqîyêd wan hatine baxşandinê û gunêd wan hatine nixamtinê. Xwezî li wî bendeyî, ku Xudan wîrʼa gune hʼesab nake». Gelo eva xwezîya li sinetbûyîya tê dayînê, yan nesinetbûyîya? Çawa me got, ku bawerîya Birahîm jêrʼa rʼastî hate hʼesabê. Lê belê kʼengê hate hʼesabê? Pey sinetbûnêrʼa, yan berî sinetbûnê? Ne ku pey sinetbûnêrʼa, lê berî sinetbûnê. Û paşê ewî sinetbûn nîşan stand, çawa mora rʼasthʼesabbûnê, bi wê bawerîya xweye berî sinetbûnê. Bi vî awayî Birahîm bû bavê hʼemû bawermendêd nesinetbûyî, wekî ew jî rʼast bêne hʼesabê û usa jî bû bavê sinetbûyîya, ne ku tʼenê yê sinetbûyîya, lê yê wan jî, kʼîjan pʼêga wê bawerîyêda diçin, ya ku Birahîmê bavê me hê berî sinetbûnê bawer kir. Ew sozê Birahîm û zurʼeta wîrʼa hate dayînê ku dinyayê war bin, ne ku bi kirêd Qanûnê bû, lê bi wê yekê bû, ku wî bawer kir û rʼast hate hʼesabê. Heger tʼenê ewêd ji kirêd Qanûnê bibûna xweyê war, hingê bawerî wê pʼûçʼ bûya û sozê jî betal bûya. Çimkî Qanûn hêrsê rʼadike. Dera ku qanûn tʼune, qanûntʼerʼibandin jî tʼune. Bi vî awayî soz bi bawerîyê tê standinê, wekî soz bona hʼemû zurʼetêd Birahîm pʼêşkʼêşeke erêkirî be, ne ku tʼenê bona wane yêd ku qanûnê diqedînin, lê bona wan jî, yêd ku mîna Birahîm bawer dikin. Çimkî Birahîm bavê me hʼemûya ye, çawa nivîsar e: «Min tu kirî bavê gelek mileta». Ew bavê me ye, li ber wî Xwedêyê ku ewî bawer kir, wekî Ew mirîya sax dike û gazî tiştêd tʼunene dike, çawa ku hene. Wî cîyê ku guman nemabû, Birahîm bi guman bawer kir, ku ewê bibe bavê gelek mileta, çawa hatibû gotinê: «Zurʼeta teyê jî wê haqasa be». Û ew bawerîyêda sist nebû, ne hʼalê qalibê xweda nihêrʼî, wekî îdî mîna mirîya bû, (çimkî ew nêzîkî sed salî bû) û ne jî betʼina Serayêye mirî nihêrʼî. Lê bawerîya xwe li sozê Xwedê anî û dudilî nebû, bi bawerîyê ser qewata xweda hat, şikirîya xwe Xwedê anî û wê yekêda bawer bû, ku Yê soz daye wê bîne sêrî jî. Bona vê bawerîyê «jêrʼa rʼastî hate hʼesabê». Lê ev gotin ne tʼenê bona Birahîm hate nivîsarê, ku Xwedê ew rʼast hʼesab kir, lê belê ew bona me jî nivîsar e. Rʼastbûnê merʼa jî bê hʼesabê, kʼîjanêd ku bawerîya xwe Wî tînin, Yê ku Xudanê me Îsa ji mirinê rʼakir. Îsa bona neheqîyêd me hate kuştinê û ji mirinê rʼabû, ku em rʼast bêne hʼesabê. Awa ku em bi bawerîyê rʼast hatine hʼesabê, eʼdilayîya me tʼevî Xwedê heye bi saya Xudanê me Îsa Mesîh. Pê Wî me bi bawerîyê mecal dît tʼevî wê kʼeremê bin, kʼîjanêda em sekinîne. Û bi wê gumana ku emê tʼevî rʼûmeta Xwedê bin difirʼin. Û ne tʼenê bi vê yekê, lê em bi tengasîyêd xwe jî difirʼin, çimkî em zanin ku tengasî sebirê tîne, sebir jî kʼetin-rʼabûnê, kʼetin-rʼabûn jî gumanê. Û guman jî me rʼûrʼeş nake, çimkî hʼizkirina Xwedê ser meda bi wî Rʼuhʼê Pîroz barîye, Yê ku merʼa hatîye dayînê. Çimkî gava eme hê bêçʼare bûn, Mesîh bona me nepʼaka wextda mir. Degme bona merivekî rʼast yek bimire, belkî bona merivekî qenc yekê biwêre bimire, lê belê Xwedê hʼizkirina Xwe hindava meda hingê da kʼifşê, gava eme hê gunekʼar bûn, Mesîh bona me mir. Niha em ku bi xûna Wî li ber Xwedê rʼast hʼesab bûne, hê çiqas zêde emê bi Wî ji xezebê xilaz bin. Heger em tʼevî Xwedê bi mirina Kurʼê Wî li hev hatin, gava eme neyar bûn, lê hê çiqas zêde pê wê lihevhatinê emê bi jîyîna Wî xilaz bin. Û ne tʼenê haqas, lê bi Xwedê jî em difirʼin, saya Xudanê xwe Îsa Mesîh, bi Kʼîjanî em tʼevî Xwedê li hev hatine. Awa bi merivekî gune kʼete dinê û ji gune jî mirin hat. Bi vî awayî mirin ser hʼemû meriva bela bû, çimkî hʼemûya jî gune kir. Berî Qanûnê, dinyayêda gune hebû, lê dera ku qanûn tʼune, gune nayê hʼesabê. Lê belê mirinê ji Adem girtî hʼeta Mûsa hʼukum kir, hʼeta ser wan jî, yêd ku mîna Adem gurʼa Xwedê dernekʼetin. Adem mîna tʼerzekî Wî bû, Yê ku wê peyrʼa bihata. Lê pʼêşkʼêşa Xwedê mîna neheqîya Adem nîne. Çimkî heger bi neheqîya merivekî gelek mirin, hê çiqas zêde kʼerema Xwedê û dayîna ku bi kʼerema Merivekî, yanê ya Îsa Mesîh ser geleka zêde bû. Û pʼêşkʼêş ne usa ye, çawa heqê gunê yekî, çimkî dîwanê bi gunekî sûcdarî anî, lê pʼêşkʼêşê ji gelek neheqîya bêsûc kir. Çimkî heger bi neheqîya merivekî û rʼûyê wîda mirinê hʼukum kir, çiqas zêde ewêd ku kʼerema Xwedêye dewlemend û rʼasthʼesabbûnê pʼêşkʼêş distînin wê jîyînêda bi saya Yekî, awa gotî Îsa Mesîh pʼadşatîyê bikin. Awa bi vî awayî pê neheqîkê dîwana tʼemamîya merivayê bû, usa jî bi kirineke rʼast hʼemû meriv wê rʼast bêne hʼesabê û jîyînê bistînin. Çawa bi neguhdarîya yekî gelek bûne gunekʼar, usa jî bi guhdarîya Yekî gelek wê rʼast bêne hʼesabê. Lê belê Qanûn kʼete navê, ku neheqî zêde be, lê li kʼîderê gune zêde bû, kʼerem jî li wir hê zêde bû, wekî çawa gune bi mirinê hʼukum kir, usa jî kʼerema Xwedê bi rʼasthʼesabkirinê hʼukum bike, me bibe berbi jîyîna hʼeta-hʼetayê bi saya Xudanê me Îsa Mesîh. Lê em niha çi bêjin? Em nava gunada bimînin, ku kʼerema Xwedê ser meda zêde be? Tʼu car! Em ku hindava gunada mirin, çawa dikarin hê nava wanda bijîn? Hûn nizanin em ku yektîya Mesîh Îsada hatine nixumandinê, mirina Wîda hatine nixumandinê? Bi nixumandinê em îdî tʼevî mirina Wî bûne û tʼevî Wî hatine definkirinê, wekî çawa Mesîh bi rʼûmeta Bavê ji mirinê rʼabû, usa jî emê bikaribin jîyîna nûda bijîn. Çimkî heger em mîna mirina Wî mirin tʼevî Wî bûn, emê usa jî mîna rʼabûna Wî ji mirinê rʼabin. Em vê yekê zanin ku binyatʼa meye kevin tʼevî Wî xaç bû, wekî qalibê gunekʼar serî hilnede, ku ji vir şûnda em nebine xulamêd gune. Çimkî ewê ku mirîye, ew ji gune azabûyî ye. Awa heger em tʼevî Mesîh mirine, em bawer dikin, ku emê tʼevî Wî bijîn jî. Çimkî em zanin Mesîh ku ji mirinê rʼabûye, îdî namire, mirin ser Wî îdî hʼukum nake. Mirina Ew mir, hindava guneda carekê bona her tʼim mir, lê jîyîna ku niha dijî, hindava Xwedêda dijî. Usa jî hûn xwe hindava guneda mirî hʼesab kin, lê hindava Xwedêda sax, bi saya Mesîh Îsa. Awa bira îdî gune hʼukumî ser qalibê weyî pʼûçʼî-mirî neke, ku hûn gurʼa xwestinêd wî bikin. Û endemêd qalibê xwe nedine gune ku bibine hacetêd neheqîyê, lê belê xwe bidine destê Xwedê, çawa yekî ji mirinê rʼabûyî, bira endemêd we bibine hacetêd heqîyê, bona Xwedê. Û gune wê serwêrtîyê li we neke, çimkî hûn ne bin qanûnêda ne, lê bin kʼeremêda. Îdî çi? Em guna bikin, çimkî ne bin qanûnêda ne, lê bin kʼeremê? Tʼu car! Hûn haqas tişt nizanin ku hûn bona xulamtîyê destê kʼêva diçin û gurʼa kʼê dikin, dibine xulamêd wî? Heger hûn xulamêd gune bin, diçine berbi mirinê, lê heger hûn xulamêd Xwedê bin, gurʼa Wîda bin, diçine berbi rʼasthʼesabbûnê. Lê şikir ji Xwedê, hûn ku wextekê xulamêd gune bûn, lê we bi dil û can gura tʼerzê wê hînkirinê kir, ya ku we xwe spartê. Hûn ji gune aza bûn û bûne xulamêd heqîyê. (Ez mîna eʼdetê merivayê dibêjim, bona binyatʼa weye merivayîye bêtʼaqet.) We çawa wextekê endemêd xwe dane neheqîyê ku bibine xulamêd hʼeramîyê û neheqîyê, usa jî niha endemêd xwe bidine hʼelalîyê ku bibine xulamêd heqîyê. Gava hûn xulamêd gune bûn, ji heqîyê aza bûn. Hingê we ji kirinêd xwe çi ber çinîn, bona kʼîjana niha hûn şerm dikin? Ew axirîyê mêriv dibine berbi mirinê. Lê niha hûn ji gune ku aza bûn û bûne xulamêd Xwedê, berê hʼelalîyê diçinin û axirîya wan jî jîyîna hʼeta-hʼetayê ye. Çimkî maşê gune mirin e, lê pʼêşkʼêşa Xwedê jîyîna hʼeta-hʼetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa. Hûn rʼind feʼm dikin xûşk-birano, ezê niha derheqa çida werʼa xeber dim, çimkî ez tʼevî wan xeber didim, yêd ku haş ji qanûnê hene: Qanûn ser mêriv haqas wext hʼukum dike, hʼeta ku meriv sax e. Mesele, jina mêrkirî bi qanûnê mêrê xweyî saxva girêdayî ye, lê heger mêr lê dimire, ew hingê ji wê qanûna ku mêrva girêdayî bû aza dibe. Awa heger mêrê wê hê sax be ew bibe jina mêrekî din, wê zinêkʼar bê hʼesabê, lê heger mêr lê bimire, ew ji wê qanûnê aza dibe û zinêkʼar nabe, heger bibe jina mêrekî din. Usa jî hûn xûşk-birayêd min, bi bedena Mesîh hindava Qanûnêda mirin, ku bibine pʼara yekî din, Yê ku ji mirinê rʼabûye, wekî hûn Xwedêrʼa ber bînin. Çimkî gava me hê bi binyatʼa merivayê dijît, temê guna, ku ji Qanûnê serî hildidan, nava qalibêd meda ya xwe dikirin, ku em berê mirinê bidin. Lê niha em hindava Qanûnêda mirin, ji wê xilaz bûn, bi kʼîjanê em girtî bûn, ku em bi jîyîna nûye rʼuhʼanî xulamtîyê Xwedêrʼa bikin, ne ku bi rʼîya Qanûna nivîsar. Awa em çi bêjin? Gelo Qanûn gune ye? Na xêr! Lê belê minê gune nas nekira, heger Qanûnê nîbûya. Mesele, dilhavijî jî minê nizanibûya gune ye, heger Qanûnê negotibûya: «Dilhavijîyê neke». Lê gune ji tʼemîyê mecal stand, nava minda her cûrʼe dilhavijî pêşda anîn. Çimkî bê qanûn gune mirî ye. Ez xwexa wextekê bêyî qanûn sax bûm, lê gava tʼemî gihîşte min, gune sax bû û ez mirim. Ew tʼemîya ku wê jîyîn bida min, hema ew jî bû sebebê mirina min. Çimkî gune ji tʼemîyê mecal stand ez xapandim û bi wê kuştim. Awa Qanûn pîroz e û tʼemîya wê pîroz, rʼast û qenc e. Wekî usa ye ya qenc minrʼa bû mirin? Na xêr! Lê ev kirê gune bû, ku bi ya qenc mirin ser minda anî. Ev yek aha bû, wekî hʼunurê gune kʼifş be û bi tʼemîyê hê gunekʼarîya gune kʼifş be. Belê em zanin ku Qanûn rʼuhʼanî ye, lê ez xûn û goşt im, xulamekî gunerʼa firotî. Çimkî ez feʼm nakim çi dikim. Ne ku wî tiştî dikim, çi ku dixwazim, lê wî tiştî dikim, çi ku ber çʼeʼvê min rʼeş e. Lê heger ez tiştê ne bi dilê xwe dikim, Qanûnêrʼa qayl im, ku ew qenc e. Lê awa ne ku ez wê yekê dikim, lê belê gunê ku nava minda dimîne dike. Ez zanim ku nava minda, awa gotî binyatʼa minda, tʼu tiştê qenc namîne, çimkî xîreta min qebûl nake, lê ew yek minrʼa li hev nayê. Belê wê qencîya ku dixwazim bikim nakim, lê xirabîya ku naxwazim wê dikim. Heger ez wî tiştê ne bi dilê xwe dikim, îdî ne ku ez dikim, lê ew gunê ku nava minda dimîne, ew dike. Awa ez qanûnekê dibînim: Gava dixwazim ku qencîyê bikim, bê hʼemdê min dibe xirabî. Ez bi kʼûrayîya dilê xwe qanûna Xwedê begem dikim, lê qanûneke din nava xweda dibînim ku miqabilî wê qanûna hʼişê min begem kirîye dike şerʼ û min dike hêsîrê qanûna guna, ya ku nava minda ye. Ez çi merivekî hêsîr-belengaz im! Kʼî wê min ji destê vî qalibê pʼûçʼî-mirî xilaz ke? (Şikir ji Xwedêrʼa, bi saya Xudanê me Îsa Mesîh!) Bi vî awayî ez xwexa bi hʼiş-aqilê xwe xulamtîyê qanûna Xwedêrʼa dikim û bi qalibê xwe xulamtîyê qanûna gunarʼa dikim. Niha îdî dîwana wan nabe, yêd ku tʼevî Mesîh Îsa bûne yek. Çimkî qanûna Rʼuhʼê ku jîyînê dide, bi saya Mesîh Îsa ez ji qanûna guna û mirinê xilaz kirim. Belê çi ku Qanûnê ji dest bêtʼaqetîya binyatʼa merivayê nikaribû bikira, Xwedê ew yek kir, Kurʼê Xwe dilqê binyatʼa merivayîye gunekʼarda bona guna şand. Û aha Ewî wê binyatʼêda dîwana gune kir, wekî rʼastbûna tʼemîyêd Qanûnê nava meda bê qedandinê, em ku bi binyatʼa merivayî najîn, lê bi Rʼuhʼ. Yêd ku li gora binyatʼa merivayê dijîn, ew ser tiştêd binyatʼa merivayê difikirin, lê yêd li gora Rʼuhʼ dijîn, ew ser tiştêd Rʼuhʼ difikirin. Axirîya fikira binyatʼa merivayê mirin e, lê axirîya fikira Rʼuhʼ jîyîn û eʼdilayî ye. Çimkî fikira binyatʼa merivayê dijminê Xwedê ye, ew ber qanûna Xwedê xwe naşkêne, ne jî dikare. Ewêd bi binyatʼa merivayê dijîn, nikarin li Xwedê xweş bên. Lê hûn bi binyatʼa merivayî najîn, lê bi Rʼuhʼ dijîn, heger rʼast Rʼuhʼê Xwedê nava weda dimîne. Lê heger Rʼuhʼê Mesîh dilê yekîda tʼune, ew ne pʼara Wî ye. Û heger Mesîh dilê weda ye, qalib mirî ye, çimkî we gune kir, lê Rʼuhʼ jîyîn e bona we, çimkî hûn rʼast hatine hʼesabê. Û heger ew Rʼuhʼê ku Îsa ji mirinê rʼakir nava weda dijî, ku usa ye Ewê Mesîh ji mirinê rʼakir, wê bi wî Rʼuhʼê Xweyî nava weda, jîyînê bide qalibê weyî pʼûçʼî-mirî jî. Bona vê yekê xûşk-birano, em deyndar in, lê ne deyndarêd binyatʼa merivayê, ku li gora wê bijîn. Çimkî heger hûn li gora binyatʼa merivayê bijîn, hûnê bimirin, lê heger hûn bi Rʼuhʼ kirêd binyatʼa merivayê bikujin, hûnê bijîn. Ewêd ku bi Rʼuhʼê Xwedê têne rʼêberîkirinê, ew in lawêd Xwedê. Çimkî we rʼuhʼekî usa nestandîye, ku we dîsa bike xulam bitirsin, lê we ew Rʼuhʼ standîye, Yê ku we dike lawêd Xwedê, bi Kʼîjanî gazî Wî dikin: «Abba!» awa gotî «Bavo!» Hema ew Rʼuhʼ Xwexa tʼevî rʼuhʼê me şeʼdetîyê dide, ku em zarʼêd Xwedê ne. Û heger zarʼ in, usa jî xweyîwar in, warê Xwedê ne û tʼevî wartîya Mesîh in. Belê heger em tʼevî cefayê Mesîh bûne, emê tʼevî rʼûmeta Wî bin jî. Ez aha tʼexmîn dikim, ku cefê meyî vî zemanî, li ber rʼûmeta wê meva eʼyan be, ne tʼu tişt e. Hʼemû eʼfirîn jî bê sebir çʼeʼvnihêrʼî xuyabûna lawêd Xwedê ne. Belê eʼfirîn jî ber bayê betalîyê kʼetin, ne ku bi hʼemdê xwe, lê Xwedê ew dane vê yekê. Lê belê ew guman hebû, ku eʼfirînê xwexa jî ji wê xulamtîya pʼûçʼ aza bin û tʼevî azayî û rʼûmeta zarʼêd Xwedê bin. Çimkî em zanin ku hʼemû eʼfirîn hʼeta niha bi hevrʼa dikine zare-zar û mîna êşa kʼulfetê dikʼişînin. Û ne tʼenê eʼfirîn, lê em xwexa jî, ku me çawa berê deremeta pêşin Rʼuhʼê Pîroz stand, nava xweda zare-zar in û wê hîvîyê ne, hʼeta em heqê lawtîya Xwedê bistînin, awa gotî em bigihîjine azayîya qalibê xwe. Belê vê gumanêda em xilaz bûn. Lê ew gumana ku tê dîtinê, ew ne guman e, çimkî yek çawa dikare gumana wî tiştî be, kʼîjan li ber çʼeʼva ye? Lê heger gumana me li tiştê nedîtî ye, em bi sebirê hîvîyê bimînin. Usa jî Rʼuhʼê Pîroz tê hewara bêtʼaqetîya me, çimkî em nizanin gerekê çawa dua bikin, lê Rʼuhʼê Pîroz Xwexa bi gotinêd kʼesere nayêne ser zar-zimana, bona me lava-navçêtîyê dike. Û Yê dila eʼnene dike zane fikira Rʼuhʼê Pîroz çi ye, çimkî Ew weke qirara Xwedê bona merivêd Xwedê lava-navçêtîyê dike. Em zanin ku her tiştîda Xwedê dike ku wanrʼa bibe qencî, yêd ku Wî hʼiz dikin û li gora qaz-qudreta Wî gazîkirî ne. Çimkî Xwedê kʼîjan pêşda bijartin, ew jî pêşda kʼifş kirin, ku bibine mîna Kurʼê Wî, wekî Îsa nava gelek xûşk-birada nixurî be. Kʼîjan pêşda kʼifş kirin, gazî wan jî kir û gazî kʼîjana kir, ew jî bêsûc kirin û kʼîjan bêsûc kirin, ew jî xweyîrʼûmet kirin. Awa em çi bêjin bona van tişta? Heger Xwedê pişta me ye, kʼî dikare miqabilî me be? Ewê ku hʼeyfa Wî Kurʼê Wî nehat, lê bona me hʼemûya da der, îdî wê çawa her tiştî tʼevî Wî pʼêşkʼêşî me neke? Kʼî dikare bijartîyêd Xwedê gunekʼar ke? Xwedê ye, ku wan bêsûc dike. Kʼî dikare wan neheq ke? Mesîh Îsa ye ku bona wan mir, lê belê ji mirinê rʼabû jî û kʼêleka Xwedêye rʼastê ye, bona me lava-navçêtîyê dike. Çi wê bikaribe me ji wê hʼizkirina Mesîh biqetîne? Derd-kul, teʼlî-tengî, zêrandin, xelayî-celayî, bêsitʼarî, qede-bela yan şûr? Çawa nivîsar e: «Bona Te em her rʼoj ber mirinê ne, mîna peza serjêkirinê hʼesab dibin». Lê em nava van hʼemû tiştada hê zêde serdikʼevin, bi saya Ewî ku em hʼiz kirin. Çimkî ez eʼseyî zanim ku ne mirin, ne jîyîn, ne milyakʼet, ne şexsek, ne tiştêd hazir, ne tiştêd wê bên, ne tʼu qewat, ne yêd jorin, ne yêd jêrin û ne jî eʼfirînekî mayîn dikare me ji hʼizkirina Xwedê biqetîne, ya ku bi destê Xudan Mesîh Îsa pʼara me kʼetîye. Ez bi Mesîh bê xêlif rʼast dibêjim û îsafa min jî bi saya Rʼuhʼê Pîroz minrʼa şeʼdetîyê dide, ku ez gelekî ber xwe dikʼevim û kula dilê min jî kʼûr e. Çimkî min xwexa dixwest nifirʼ li min bibûya, tʼêla min ji Mesîh biqetîya, bona miletê minî ji xûn-goştê min, ku îsraêlî ne. Li wan dikʼeve bibine lawêd Xwedê, Xwedê rʼûmeta Xwe nîşanî wan da, peyman tʼevî wan girêdan, qanûnêd Xwe dane wan û kirine xweyêd hʼebandin û sozêd dayî. Kal-bav jî ji wan in û Mesîh jî alîyê xûn û goştda ji nav wan hat, ku ser hʼemûyarʼa Xwedêyê hʼeta-hʼetayêyî hêjayî şikirîyê ye. Amîn. Lê belê naqewime ku sozê Xwedê xêlif derê, çimkî ne ku ew hʼemû ne îsraêlî, yêd ku ji Îsraêl dinê kʼetine û ne jî hʼemûyêd ji bedena Birahîm bûne zarʼêd wîye heq-hʼelal in, lê hatîye gotinê: «Zurʼeta teyê Îshaqda bê navkirinê». Awa gotî zarʼêd Xwedê ne ew in, yêd ku ji bedena tʼebîyetî ne, lê zarʼêd sozdayî wê zurʼet bêne hʼesabê. Çimkî sozê gotî ev bû: «Saleke din vî çaxî ezê li ser teda bêm û kurʼekê Serayêrʼa bibe». Lê ne tʼenê ev bû, Rʼêvêka jî bi du kurʼa ji bavekî hʼemle derkʼet, awa gotî ji bavê me Îshaq. Çawa nivîsar e: «Min Aqûb hʼiz kir, lê ji Esaw çûm». Em îdî çi bêjin? Gelo neheqîya Xwedê heye? Na xêr! Çimkî Mûsarʼa dibêje: «Ez kʼîjanî bême rʼeʼmê, Ezê bême rʼeʼmê û dilê Min ser kʼê bişewite, wê bişewite». Ev yek îdî ne ji xwestin yan xîreta mêriv e, lê ji rʼeʼma Xwedê ye. Çimkî nivîsara pîroz Firewinrʼa dibêje: «Bona wê yekê Min tu kirî pʼadşa, wekî qewata Xwe bi te bidime kʼifşê û navê Min tʼemamîya dinyayêda bê gotinê». Awa Xwedê kʼîjana dixwaze tê rʼeʼmê û kʼîjana dixwaze wan serhʼişk dike. Ku usa ye tê minrʼa bêjî: «Lê îdî çima Xwedê me neheq dike? Kʼî dikare li ber qirara Wî rʼabe?» Lê tu kʼî yî, eʼvdo, ku li ber gotina Xwedê rʼadibî? Gelo cêrʼ dikare cêrʼkerrʼa bêje: «Te çima ez aha çêkirime?» Çima hʼukumê cêrʼker ser axê tʼune ku ji wê hʼerʼîya stirayî hin derdanêd bona rʼûmetê çêke, hin jî bona bêrʼûmetê? Lê çi vê yekêrʼa heye, heger Xwedê xwest berî kʼifşkirina hêrs û qewata Xwe, bi dûmika dirêj gelekî sebira Xwe li wan derdanêd hêjayî hêrsê bîne, yêd ku undabûnêrʼa hazir sekinî ne? Wî ev yek kir, wekî dewlemendtîya rʼûmeta Xwe wan derdanarʼa bide kʼifşê, yêd ku bûne xweyê vê rʼeʼmê, kʼîjan ku Wî pêşda hazir kiribûn, wekî ew tʼevî rʼûmeta Wî bibûna. Û ew derdanêd gazîkirî em in, ne ku tʼenê ji cihûya, lê ji necihûya jî, çawa kʼitêba Hosêyada Ew dibêje: «Cimeʼta ku ne cimeʼta Min e, Ezê bêjimê: ‹Cimeʼta Min› û ya ne delal Ezê bêjimê: ‹Delal›». Û «wê dera ku wanrʼa hate gotinê: ‹Hûn ne cimeʼta Min in›, hema li wir jî ewê lawêd Xwedêyê sax bêne gotinê». Îşaya jî bona Îsraêl dike gazî dibêje: «Heger hʼesabê zarʼêd Îsraêl weke qûma beʼrê be, tʼenê hinek wê jê xilaz be. Çimkî Xudan wê kin û kurt zûtirê dîwana dinê bike». Û çawa Îşaya berî vê yekê got: «Heger Xudanê Zor merʼa zurʼet nehişta, emê bikʼetana rʼoja Sodomê û bibûna mîna Gomorayê». Em îdî çi bêjin? Necihûyêd ku pey rʼasthʼesabbûnê nediçûn, gihîştine rʼasthʼesabbûnê, wê rʼasthʼesabbûna ji bawerîyê, lê Îsraêl ku pey Qanûnê diçû ku rʼast bê hʼesabê, negihîşte wê yekê. Çima? Çimkî ew ne ku bi bawerîyê bû, lê bi kirêd xwe. Û ew ser kevirê likʼumandinêda kʼet hol bû, çawa nivîsar e: «Va Ez kevirekî likʼumandinê Sîyonêda datînim, zinarekî jê holbûnê lê her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne, wê şermî nebe». Xûşk-birano! Dua û xwestina dilê min ji Xwedê bona xilazbûna Îsraêlê ye. Ez şeʼdê wana me, ku ew hindava Xwedêda xweyîxîret in, lê ev yek bê zanebûn e. Wana feʼm nekir, ku Xwedê çawa mêriv rʼast hʼesab dike, xwestin bi cûrʼê xwe hʼîmê heqîyê daynin û li ber heqîya Xwedê ta nebûn. Çimkî bi Mesîh Qanûn ser hevda hat, ku her bawermend bi wî rʼast bê hʼesabê. Bona wê rʼasthʼesabbûna ji Qanûnê Mûsa aha dinivîse: «Merivê ku Qanûnê biqedîne, bi wê jî ewê bijî». Lê rʼasthʼesabbûna ku ji bawerîyê ye, aha dibêje: «Dilê xweda nebêje: Kʼê wê rʼabe eʼzmên?» (awa gotî Mesîh jorda bîne), yan: «Kʼê wê herʼe dîyarê mirîya?» (awa gotî Mesîh ji nava mirîya derxe). Lê belê nivîsar çi dibêje? «Xebera Xwedê li cem te ye, li ser zarê te ye û dilê teda ye», (awa gotî ew xebera bawerîyê, ya ku em dannasîn dikin). Heger tu bi devê xwe îqrar bikî, ku Îsa Xudan e û dilê xweda bawer bikî, ku Xwedê Ew ji nava mirîya rʼakirîye, tê xilaz bî. Çimkî bi dil yek bawer dike, rʼast tê hʼesabê û bi dev îqrar dike, xilaz dibe. Çawa nivîsar dibêje: «Her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne, wê şermî nebe». Li vir firqî tʼune nava cihû û necihûyada, çimkî Xudanê hʼemûya yek e, hindava wan hʼemûyada jî merʼd e, kʼîjanêd gazî Wî dikin. Çimkî nivîsar dibêje: «Kʼî gazî navê Xudan ke, wê xilaz be». Lê wê çawa gazî Wî kin, heger bawerîya xwe Wî neanîne? Yan wê çawa bawerîya xwe Wî bînin, heger bona Wî nebihîstine? Yan wê çawa bibihên, heger xeber dannasîn nebe? Yan wê çawa xeberê dannasîn kin, heger neyêne şandinê? Çawa nivîsar e: «Çiqasî hʼewas in gavêd yêd mizgînîya xêrê didin!» Lê hʼemûya gurʼa Mizgînîyê nekir, çimkî Îşaya dibêje: «Xudan, kʼê ew gotina ku me got bawer kir?» Awa bawerî ji bihîstinê tê û bihîstin jî ji gotinêd bona Mesîh. Lê belê ez dipirsim: Gelo wana ne bihîst? Naqewime. Çimkî nivîsar e: «Dengê wan tʼemamîya eʼrdê hilda û xebera wan li qulbêd dinyayê bela bû». Ez dîsa dipirsim: Gelo Îsraêl pê nehʼesîya? Pêşîyê Mûsa dibêje: «Ezê bi miletê ne milet hêlana bidime we û bi miletekî bêfeʼm hêrsa we rʼakim». Û Îşaya mêrkʼîmî dibêje: «Ez wanva derkʼetim, kʼîjan li Min nedigerʼîyan û Ez wanva eʼyan bûm, kʼîjana bona Min nedipirsîn». Lê belê bona Îsraêlê dibêje: «Tʼemamîya rʼojê Min destê Xwe dirêjî miletekî serhʼişk û xweserîxwe kir». Awa ez dipirsim: Gelo Xwedê dest ji cimeʼta Xwe kir? Na xêr! Ez xwexa jî îsraêlî me, ji zurʼeta Birahîm im, ji qebîla Binyamîn. Xwedê dest ji cimeʼta Xwe nekir, kʼîjan pêşda bijartibû. Yan hûn nizanin serhatîya Êlyasda nivîsar çi dibêje çawa, wî şikîyatê Îsraêlê li Xwedê dikir digot? «Xudan, pʼêxemberêd Te kuştin, gorîgehêd Te xirab kirin, tʼenê ez mame û pey min jî kʼetine ku bikujin». Lê caba Xwedê çi bû? «Min Xwerʼa hʼeft hʼezar merî xwey kirine, yêd ku li ber Baeʼl çok nedane». Usa jî niha vî zemanîda hineke bi kʼerema Xwedê bijartî mane. Û heger bi kʼeremê ye, îdî ne ji kira ye, heger usa bûya, kʼerem îdî nedibû kʼerem. Îdî çi? Îsraêl negihîşte wê çi ku digerʼîya, lê yêd bijartî gihîştinê û yêd mayîn kor bûn, çawa nivîsar e: «Xwedê şeverʼeşa kora anî ser wan, ku bi çʼeʼva nebînin û bi guha nebihên, hʼeta rʼoja îroyîn». Û Dawid dibêje: «De bira tʼext-sifirêd wan li wan bibine tʼorʼ û tʼelek, qede-bela jî heqê wan be. Bira ava rʼeş bê ser çʼeʼvêd wan, nebînin û pişta wan tʼimê tewîyayî be». Awa ez dipirsim: Gelo ew ji rʼê derkʼetin, ku unda bin? Na xêr! Lê neheqîya wan bû sebebê xilazbûna necihûya, ku pozê wan jî bişewite. Heger neheqîya wan bû sebeb ku dinya dewletî be û kʼetina wan bû sebeb ku necihû dewletî bin, lê wê hê çiqas kʼar be gava tʼemamîya wan xilaz be! Niha ez we necihûyarʼa dibêjim: Belê ez şandîyê necihûya me, qulixê xwe bilind dikim, belkî bikaribim pozê yêd ji xûn û goştê xwe bidime şewatê û ji wan hineka jî xilaz kim. Çimkî heger tʼexsîrbûna wan bû sebebê lihevhatina dinyayê tʼevî Xwedê, îdî lê qebûlbûna wanê bibe çi, heger ne saxbûna mirîya? Heger girika hevîr, çawa berê deremeta pêşin Xwedêrʼa dayî hʼelal e, ku usa ye tʼemamîya şkevê pêva hʼelal e. Û heger rʼaw pîroz in, çʼiqil jî pêrʼa pîroz in. Heger ji wan çʼiqila hinek şkestin, lê tu, necihû dara zeytʼûnêye beyanî bûyî, dewsa wan hatî servakirinê û tʼevî qinyata rʼawêd zeytʼûnê bûyî, tu dilê xwe li wan çʼiqilêd şkestî şa neke. Lê heger dilê xwe şa kî, bîr bîne, wekî ne ku te rʼaw jor girtine, lê rʼawa tu girtîyî. Îdî tê bêjî: «Çʼiqil şkestin, wekî ez bême servakirinê». Rʼast e. Ewana ji dest nebawerîyê şkestin û te bi bawerîyê hʼîm girt. Kʼubar nebe, lê bitirse. Çimkî heger hʼeyfa Xwedê çʼiqilêd binyatʼî nehat, hʼeyfa Wî wê te jî neyê. Awa dîna xwe bide şîrinayî û hʼişkîya Xwedê, Ew hʼişk e hindava ji rʼêkʼetîyada û şîrin e hindava teda, heger nava şîrinayîyêda bimînî. Lê heger na, tê jî bêyî birʼînê. Lê heger cihû nava nebawerîyêda nemînin, wê bêne servakirinê, çimkî Xwedê dîsa dikare wan servake. Çimkî heger tu, necihû wekî binyatʼa xweda çʼiqilê zeytʼûna beyanî bûyî û hatî birʼîn, ser wê zeytʼûna qence ne ji binyatʼa xwe hatî servakirinê, lê hê çiqas rʼihʼet ewê ku çʼiqilêd binyatʼî ne, wê ser zeytʼûna xwe bêne servakirinê. Ez naxwazim xûşk-birano, ku hûn haş ji vê surʼê tʼunebin, ku hûn xwe dewsa zana daneynin. Pʼareke miletê Îsraêlê wê serhʼişk bimîne, hʼeta hʼesabê wan necihûyêd ku wê xilaz bin tʼemam be. Bi vî awayî tʼemamîya Îsraêlê wê xilaz be, çawa nivîsar e: «Azakir wê ji Sîyonê bê û bêxwedêtîyê ji Aqûb dûr xe. Û ev e peymana Mine tʼevî wan, gava Ez gunêd wan hildim». Mizgînîyê ku dinihêrʼî, ewana dijmin in bona xatirê we, lê bijartinê ku dinihêrʼî, ewana hʼizkirî ne, bona xatirê kal-bavêd wan. Çimkî Xwedê kʼîjana dibijêre û pʼêşkʼêşa dide kʼê, wê yekêda ne pʼoşman e. Çawa we jî wextekê guhdarîya Xwedê nedikir, lê niha bi neguhdarîya wana we rʼeʼm dît, usa jî ewana niha bûne neguhdar, wekî bi rʼeʼmdîtina we ew jî rʼeʼmê bibînin. Çimkî Xwedê hʼemû kirine girtîyêd neguhdarîyê, wekî hʼemûya jî bê rʼeʼmê. Çiqasî kʼûr in dewlemendtî, serwaxtî û zanebûna Xwedê! Qirarêd Wî çiqasî ji hʼiş-aqila dûr in û kes serederîyê ji rʼîyêd Wî nake! Çawa nivîsar e: «Kʼê nêta Xudan pê hʼesîya? Yan kʼê bû şîretkʼarê Wî? Yan kʼê pêşda tiştek daye Wî, wekî Ew dîsa li wan vegerʼîne?» Çimkî her tişt ji Wî, bi Wî û bona Wî ne. Şikir ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn. Awa ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, bona wê dilşewatîya Xwedê, qalibê xwe dîyarî Xwedê kin, çawa qurbaneke saxe durufkirî, li Wî qebûl, ya ku hʼebandina weye rʼuhʼanî ye. Û nekʼevine kirasê bendê vê dinyayê, lê bi nûbûyîna hʼişê xwe werine guhastinê, wekî bizanibin çi ye qirara Xwedê, ku qencî, xweşî û kʼamilî ye. Ez bi wê kʼerema ku Xwedê da min, we her kesîrʼa dibêjim: Çiqas ji we dikʼeve, ji wê zêdetir nefikirin, lê ser xwe bin, bira her kes weke wê bawerîya ku Xwedê pʼarevekir, bifikire. Çawa qalibê meda gelek endem hene û hʼemû endem kirekî nakin, usa jî em gelek in, lê yektîya Mesîhda em bedenek in û her kes ji me endemêd hev in. Awa anegorî wê kʼerema merʼa hatîye dayînê, pʼêşkʼêşêd xweye cûrʼe-cûrʼe bidine xebatê. Heger pʼêşkʼêşa pʼêxembertîyê ye, bira weke wê çapa bawerîyê bidine xebatê, heger xizmetkʼarî ye, bira nava xizmetkʼarîyêda bin, heger hînkirin e, bira pey hînkirinê bin, yê dil dide mêriv, bira li pey wê yekê be, ewê pʼarevedike, bira bi merʼdanî bike, ewê serwêr e, bira xîret be, ewê qencîyê dike, bira bi eşq û şa bike. Hʼizkirina we hʼilekʼarî nîbe, ji xirabîyê zivêr bin, xwe li qencîyê bigirin. Hʼizkirinêda çawa xûşk-bira ser hev şewat bin, qedirkirinêda ji hevdu derbaztir bin, xîretêda xwerʼanedîtî nîbin, rʼuhʼê xweda alav din, xizmetkʼarîya Xudan bikin, bi gumanê şa bin, tengasîyada sebir kin, her gav dua bikin, destê xwe dirêjî cimeʼta Xwedêye destteng kin, pey mêvanhʼizîyê bin. Yê we dizêrînin hûn dua wan bikin, belê dua bikin û nifirʼa li wan nekin. Tʼevî yêd şa dibin şa bin û tʼevî yêd digirîn bigirîn. Fikira we her kesî hindava hevda yek be, kʼubar-babax nîbin, lê tʼevî pʼerîşana nimiz bin, xwe dewsa zana daneynin. Ji ber xirabîyêva xirabîyê li tʼu kesî nekin. Çi li ber çʼeʼvê hʼemû meriva qenc e, wê bikin. Çiqas ji dest we tê, tʼevî hʼemû meriva eʼdilayîyêda bin. Hʼeyfê hilnedin, delalno, lê cî bidine hêrsa Xwedê, çimkî nivîsar e: «Hʼeyfhildan destê Min e, Ezê hʼeyfê hilînim, Xudan dibêje». Lê belê ev jî heye: «Heger dijminê te birʼçî ye, nên bidê û heger tʼî ye, avê bidê, çimkî tu bi vê yekê pirîskê êgir ser serê wî tʼop dikî». Nehêle xirabî ser te kʼeve, lê bi qencîyê tu ser xirabîyê kʼeve. Her merivek bira gurʼa wan hʼukumetîyada be, ku ser wîrʼa ne, çimkî tʼu hʼukumetî bêyî destûra Xwedê tʼune û ewê ku hene jî, ji Xwedêda ne. Awa kʼî ku ber hʼukumetîyê rʼadibe, ew ber eʼmirê Xwedê rʼadibe û ewê ku rʼadibin, dîwana Xwedê ser xweda tînin. Çimkî serdar yêd qencîyê dikin natirsînin, lê yêd xirabîyê. Tu dixwazî ji hʼukumetê netirsî? Xwe li qencîyê bigire, tê bibî şîrinê wê. Çimkî ew xizmetkʼarê Xwedê ye bona qencîyêd te. Lê heger xwe li xirabîyê bigirî, jê bitirse, çimkî wî badîhewa şûr girênedaye. Ew xizmetkʼarê Xwedê ye, ku hêrsa Wî ser wanda birʼêje, kʼîjanêd ku xirabîyê dikin. Lema em gerekê gura hʼukumetada bin, ne tʼenê wekî em li ber hêrsê nekʼevin, lê belê wekî îsafa me jî dilê me rʼihʼet bihêle. Bona vê yekê jî hûn xerc jî didin, çimkî ew xulamêd Xwedê ne, borcdarêd xercstandinê ne. Awa kʼêrʼa çi dikʼeve, li wan vegerʼînin, kʼêrʼa xerc dikʼeve, xerc bidinê, kʼêrʼa selef dikʼevin, selefa bidinê, ji kʼê gerekê bitirsin, bitirsin, kʼêrʼa qedir dikʼeve, qedirê wî bigirin. Tʼu tiştîda deyndarê tʼu kesî nemînin, pêştirî li hev hʼizkirinê, çimkî kʼî ku hevalê xwe hʼiz dike, tʼemamîya Qanûnê diqedîne. Ev tʼemîyêd ku hene: «Zinîyê neke, nekuje, nedize, dilhavijîyê neke» û her çi tʼemîyêd ku hene, dikʼevine nava vê gotinê: «Hevalê xwe weke xwe hʼiz bike». Hʼizkirin xirabîyê li hevalê xwe nake. Awa hʼizkirin serê Qanûnê digire. Vê yekê bikin, çimkî hûn zanin ev çi zeman e. Niha îdî wext e hûn ji xewê hʼişyar bin, çimkî niha xilazbûn hê nêzîkî me ye, ne ku hingê gava me bawer kir. Şev gelek çûye, sibeh nêzîk bûye, awa kirêd teʼrîstanîyê em ji xwe dûr xin û çʼekêd rʼonayîyê ser xweva kin. Usa bijîn çawa rʼonaya rʼojê, bê kûçʼiksantîyê, serxweşîyê, bênamûsîyê, hʼeramîyê, şerʼûdîyê û hʼevsûdîyê. Lê Xudan Îsa Mesîh li xwe bikin mertʼal û guh nedine wan xwestinêd binyatʼa xweye merivayî. Ewê ku bawerîyêda sist e, qebûl kin, lê ne ku bona bîr-bawerîya wî jêrʼa bikʼevine deʼwê. Yek bawer dike, ku her tiştî dikare bixwe, lê yê sist e, tʼenê pʼincarʼê dixwe. Ewê ku dixwe, bira yê naxwe bêhurmet neke û ewê ku naxwe, bira loma yê dixwe neke, çimkî Xwedê ew qebûl kirîye. Tu kʼî yî ku loma xulamê xelqê dikî? Heger sekinî be yan kʼetî be, ew îşê Xweyê wî ye. Lê wê bisekine, çimkî Xudan dikare wî bide sekinandinê. Yek rʼojekê ser rʼojê dinrʼa digire, yek jî hʼemû rʼoja weke hev digire. Bira her kes feʼmîna xweda bawer be. Kʼê rʼojekê xwerʼa eʼzîz hʼesab dike, bona Xudan eʼzîz hʼesab dike, usa jî ewê dixwe bona Xudan dixwe, çimkî şikirîyê dide Xwedê. Û yê naxwe jî bona Xudan naxwe û şikirîyê dide Xwedê. Ji me tu kes bona xwe najî û tʼu kes jî bona xwe namire. Heger em dijîn, bona Xudan dijîn û heger em dimirin bona Xudan dimirin. Awa heger em bijîn yan bimirin, pʼara Xudan in. Bona vê yekê jî Mesîh mir û sax bû, wekî hin hʼukumî ser mirîya bike, hin jî ser zêndîya. Îdî tu çima loma birê xwe dikî? Yan tu çima birê xwe bêhurmet dikî? Em hʼemûyê jî li ber dîwana Xwedê bisekinin. Çimkî nivîsar e: «Ez saxîya Xwe kim, Xudan dibêje, ku her çok wê li ber Min bitewe û her kesê bêje: ‹Tu yî Xwedê›». Awa ji me her kesê bona xwe cabê li ber Xwedê bide. De îdî em loma hevdu nekin, lê hûn xwerʼa bidine ber hʼesaba, çawa bikin ku nig nedine li ber bira, ku nelikʼumin yan pʼişk nebin. Ez vê yekê zanim û Xudan Îsada guman im, ku tiştekî ji xwe hʼeram tʼune, lê bona wî hʼeram e, yê ku hʼeram hʼesab dike. Heger bi xwarina xwe tu dilê birê xwe ji xwe dihêlî, îdî jîyîna te ne bi hʼizkirinê ye. Bi xwarina xwe wî unda neke, bona kʼîjanî Mesîh mir. Bira ew tiştêd ku tu bona xwe qenc dibînî, nebe meʼnî ku xirabî bê gotinê. Çimkî Pʼadşatîya Xwedê xwarin û vexwarinêda nîne, lê heqî, eʼdilayî û şabûnêda ye, ku dayîna Rʼuhʼê Pîroz in. Kʼê bi van xulamtîyê Mesîhrʼa dike, ew li Xwedê xweş tê û dibe şîrinê meriva. Awa em hindava hevda ser nêta eʼdilayîyê û bawerî avakirinê bin. Rʼûyê xwarinêda şixulê Xwedê xirab nekin. Her tişt hʼelal e, tʼenê bona wî merivî ne rʼast e, yê ku bi xwarina xwe dibe bayîsê kʼetina xelqê. Qenc e ne goşt bixwî, ne şeravê vexwî û ne jî tiştekî usa bikî, ku birê te bikʼeve. Tu çawa bawer dikî, bira nava te û Xwedêda bimîne. Xwezî li wî, yê ku bi van tiştêd ku feʼm dike ku rʼast in, xwe gunekʼar nake. Lê heger yek dixwe dudilîyê dike, dîwanê ser xweda tîne, çimkî bi bawerîyê naxwe. Û her tiştê ku ne bi bawerîyê ye, gune ye. Em ku bawerîyêda qewat in, gerekê bikʼevine bin barê sista, ne ku em li xwe xweş bên. Bira ji me her kes alîyê qencîyêda li hevalê xwe xweş bê, ku bawerîyêda bişide. Çimkî Mesîh jî ne ku li Xwe xweş hat, lê çawa nivîsar e: «Ew qarêd ku li Te dikin, li Min dikin». Lê çi ku pêşda kʼitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em bi sebirê û wan gotinêd nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin. De bira Xwedêyê sebirê û bîna li ber her kesî bide we, ku hûn hindava hevda ser nêtekê bin, weke nexş-tʼerzê Mesîh Îsa, ku hûn hʼemû bi dil û zarekî şikirîyê bidine Xwedêyê Bavê Xudanê me Îsa Mesîh. Bona vê yekê bona şikirîya Xwedê hevdu qebûl kin, çawa Mesîh em qebûl kirin. Çimkî ez werʼa dibêjim, ku Mesîh bû xizmetkʼarê cihûya, bona aminîya Xwedê eʼyan ke, wekî ew sozê kal-bavarʼa hatîye dayînê, mak ke û necihû bona rʼeʼma Wî şikirîyê bidine Xwedê. Çawa nivîsar e: «Bona vê yekê Ezê nav necihûyada pesinê Te bidim û eşqî navê Te bistirêm». Û dîsa dibêje: «Gelî necihûya, şa bin tʼevî miletê Wî!» Û dîsa dibêje: «Şikirîyê bidine Xudan gelî necihûya û pesinê Wî bidin, hʼemû cimeʼtno». Îşaya jî dibêje: «Tamareke Yêşa wê derê, bibe mîrê necihûya û necihû wê gumana xwe bidine ser Wî». Bira Xwedêyê gumanê dilê we bi şabûnê û eʼdilayîyêva bikʼimkʼimîne, bona wê bawerîya we, wekî gumana we bi qewata Rʼuhʼê Pîroz zêde be. Ez xwexa weda guman im xûşk-birayêd min, ku hûn qencîyada mane û zanebûnêva jî dagirtî ne, dikarin hevdu şîret kin. Lê alîkîva min turuş kir werʼa nivîsî, ku wan tişta bikime bîra we, bona wê kʼerema ku ji Xwedêda minrʼa hatîye dayînê, wekî ez nava necihûyada bibime berdestîyê Mesîh Îsa. Ez nava Mizgînîdayîna Xwedêda mîna kʼahînekî xizmetkʼarîyê dikim, ku hʼedîbûna necihûya qebûl be, bi Rʼuhʼê Pîroz buhurtî-jibare be. Awa ez dikarim bi saya Mesîh Îsa pê xizmetkʼarîya xweye bona Xwedê bifirʼim. Ez turuş nakim bona tiştekî usa xeber dim, pêştirî wan tiştêd ku Mesîh bi destê min kirine, bona guhdarîya necihûya, heger bi xebera be yan kira be, bi qewata nîşana û kʼeremeta, bi qewata Rʼuhʼê Xwedê. Û bi vî awayî ez ji Orşelîmê girtî hʼeta Îlîrkûmê gerʼîyam, Mizgînîya Mesîhva tʼijî kir. Min diceʼdand ku wan dera Mizgînîyê dannasîn kim, kʼîderêd bona navê Mesîh nehatibû bihîstinê, wekî nebe ku ez ser hʼîmê hinekêd din çêkim. Lê belê çawa nivîsar e: «Kʼîjanarʼa bona Wî nehatîye gotinê, wê bibînin û kʼîjana bona Wî ne bihîstîye, wê bizanibin». Lema gelek cara rʼê nedikʼete min ser weda bihatama. Lê niha îdî van alîya cîyê usa tʼune pʼêgeh lê nekʼetibe û ev çend sal e ez dikim bême cem we, gava herʼime Spanyayê. Awa gumana min heye, ku ezê ser rʼîya xwe serîkî li we xim û ji wir hûn min verʼêkin ez herʼime Spanyayê, gava bîna min hinekî pê we derê. Lê niha ez diçime Orşelîmê, ku bi kʼomekdayînê xizmetkʼarîya cimeʼta Xwedê bikim. Çimkî xûşk-birayêd Mekedonyayê û Axayayê bi hevrʼa qayl bûn, ku alîkʼarîkê bidine cimeʼta Xwedêye belengaz, yêd ku Orşelîmêda dimînin. Ew qayl bûn û deyndarê wan in jî. Çimkî necihûya alîyê rʼuhʼanîda kʼomek ji cihûya standin, gerekê ew jî alîyê hebûka dinêda kʼomekê bidine wan. Awa pey vê kirinêrʼa, gava kʼomeka tʼopkirî bigihînime cî, ezê bêm cem we, ji wir derbazî Spanyayê bim. Ez zanim gava bême cem we, ezê bi dewlemendtîya dua-dirozgêd Mesîh bêm. Ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, bi saya Xudanê me Îsa Mesîh û wê hʼizkirina ji Rʼuhʼ, wekî hûn bi duayêd xweye li ber Xwedê tʼevî şerʼkʼarîya min bin. Dua bikin, wekî ez ji destê wan xilaz bim, yêd ku Cihûstanêda nebawer in û wekî xizmetkʼarîya mine bona kʼomekdayînê Orşelîmêda li cimeʼta Xwedê xweş bê. Û bi vî awayî ezê bi eʼmirê Xwedê, bi dilekî şa bême cem we û hinekî tʼevî we hêsa bim. De bira Xwedêyê eʼdilayîyê tʼevî we hʼemûya be. Amîn. Ez tʼemîya xûşka Foybê didime we, ya ku berdestîya civîna Kenxêryayê dike. Hûn wê bi navê Xudan qebûl kin, çawa li cimeʼta Xwedê dikʼeve û gava dibe hʼewcê tiştekî, destê xwe dirêjî wê kin, çimkî ewê jî xweyîtî geleka kirîye û usa jî min. Silavê bidine Priskîlayê û Akîla, heval-xebatêd mine şixulê Mesîh Îsada. Wana bona min dest ji eʼmirê xwe kʼişand, ne ku tʼenê ez ji wan rʼazî me, lê tʼemamîya civînêd ji necihûya jî. Û li civîna mala wanda jî silav kin. Apênetoyê delalê min jî silav kin, ku Asyayêda bawermendê Mesîhî pêşin e. Silavê bidine Meryemê, ku bona we gelek xûdan rʼêtîye. Silavê bidine Endronîko û Yûnyasê pismam û hevalêd mine kelêda. Ew nava şandîyada eʼyan in û berî min bawerîya xwe Mesîh anîne. Silavê bidine Emplîyato, delalê minî ji Xudan. Silavê bidine Ûrbano heval-xebatê meyî şixulê Mesîhda û Staxoyê delalê min. Silavê bidine Apêlîs, ku bona Mesîh yekî kʼetî-rʼabûyî ye. Silavê bidine mala Arîstopolo. Silavê bidine Hêrodîyonê pismamê min. Silavê bidine wan, yêd ku ji mala Nerkîso ne, nav bawerîya Xudanda ne. Silavê bidine Tirîfênayê û Tirîfosayê, kʼîjan bona navê Xudan dixebitin. Silavê bidine Persîsêya delal, ku gelekî xûdan rʼêtîye bona Xudan. Silavê bidine Rʼûfoyê bijartîyê Xudan û dîya wî û usa jî çawa dîya min. Silavê bidine Asînkrîto, Flêgon, Hermês, Patrobas, Hermas û xûşk-birayêd mayîne tʼevî wan. Silavê bidine Fîlologo û Yûlîya, Nêroyîs û xûşka wî, usa jî Olîmpas û tʼemamîya cimeʼta Xwedêye tʼevî wan. Silavê bidine hev bi rʼamûsana şîrê hʼelal. Hʼemû civînêd Mesîh li we silav dikin. Niha ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, ku hûn hʼevza xwe ji wan bikin, yêd ku ji wê hînbûnê der, ya ku hûn hîn bûne, cudebûnê pêşda tînin û xelqê pʼişk dikin. Ji wan dûr bin. Çimkî yêd usa xulamtîyê li Xudanê me, Mesîh nakin, lê zikê xwe diçʼêrînin. Bi zarê xweş û hʼilekʼarîyê, yêd saxikê dilê xwe dixapînin. Guhdarîya we nav hʼemûyada bi nav û deng e û ez bona we şa me, lê dixwazim ku hûn serwaxt bin hindava qencîyêda û dilsax bin hindava xirabîyêda. Û Xwedêyê eʼdilayîyê zûtirekê wê serê mîrêcin binê nigêd weda bipʼelêxe. Kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh tʼevî we be. Tîmotʼêyoyê heval-xebatê min li we silav dike, usa jî Lûkyo, Yason û Sospatroyê pismamêd min. Ez Tertîyo jî bi navê Xudan li we silav dikim, yê ku ev neʼme nivîsî. Gayos li we silav dike, qonaxê min û yê tʼemamîya civînê. Êrastoyê ser xizna bajêr li we silav dike û usa jî birayê Kiwarto. Kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh tʼevî we hʼemûya be. Amîn. Niha şikir ji Wîrʼa, Yê ku dikare we bawerîyêda bişidîne, weke wê Mizgînîya ku ez bona Îsa Mesîh dannasîn dikim, weke aşkerebûna wê surʼa ku hê dewrêd berêye bihurîda veşartî mabû, lê niha bi nivîsarêd pʼêxembera eʼyan bû û bi eʼmirê Xwedêyê hʼeta-hʼetayê hate naskirinê, wekî hʼemû milet bawer bikin û guhdar bin. Şikir ji Xwedêyê tʼenêyî serwaxtrʼa, bi saya Îsa Mesîh, hʼeta-hʼetayê. Amîn. Ji Pawlosê ku bi eʼmirê Xwedê şandîtîya Mesîh Îsarʼa gazîkirî, tʼevî Sostênîsê bira, civîna Xwedêye Korintʼêrʼa, buhurtî-jibarebûyîyêd yektîya Mesîh Îsada, yêd pîrozbûnêrʼa gazîkirî, tʼevî wan hʼemûyêd ku her dera gazî navê Xudanê me Îsa Mesîh dikin, Ew Xudanê wan û me ye: De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be. Ez her gav bona we şikirîyê didime Xwedêyê xwe, bona wê kʼerema Wî, ya ku bi saya Mesîh Îsa werʼa hatîye dayînê. Belê hûn bi yektîya Wî her tiştîda dewletî bûn, her xeberdanê û her zanebûnêda. Hînkirina derheqa Mesîhda nava weda hʼîmê xwe usa girtîye, ku hûn kêmasîya tʼu pʼêşkʼêşê nakʼişînin, gava hîvîya xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh in. Ewê we hʼeta xilazîyê hʼîmgirtî xwey ke, ku hûn Rʼoja hatina Xudanê me Îsa Mesîh bêlekʼe bin. Amin e ew Xwedêyê ku gazî we kir, wekî hûn tʼevî Kurʼê Wî Îsa Mesîhê Xudanê me bin. De ez îdî hîvî ji we dikim xûşk-birano, bi navê Xudanê me Îsa Mesîh, bira gotina we hʼemûya yek be û dutîretî nava weda tʼunebin, lê hʼemû jî bi hevrʼa bin û ser nêt-meremekî bin. Çimkî min salixê we ji mala Xiloyê hilda xûşk-birano, ku nava weda deʼw-doz hene. Awa gotî dixwazim bêjim, wekî nava weda yek dibêje: «Ez Pawlosî me», yek dibêje: «Ez Apoloyî me», yek jî dibêje: «Ez Petrûsî me» û yekî din jî dibêje: «Ez Mesîhî me». Çima Mesîh pʼarevebûyî ye? Çima Pawlos bona we xaç bûye? Yan bi navê Pawlos hûn pê avê hatine nixumandinê? Ez ji Xwedê rʼazî me, ku min ji we tʼu kes nenixumand, pêştirî Kirîspo û Gayos. Niha tʼu kes nikare bêje, ku hûn bi navê min hatine nixumandinê. (Rʼast e min mala Steyfan jî nixumand. Lê wekî mayîn nayê bîra min, ku min yekî din nixumandibe.) Çimkî Mesîh ez nixumandinêrʼa neşandim, lê Mizgînîdayînêrʼa û ez vê yekê nadime zora xeberdana zimên, ku nebe qewata xaçê Mesîh ber tiştekî neyê hʼesabê. Rʼast e hînkirina derheqa xaçda undabûyîyarʼa bêhʼişî ye, lê me xilazbûyîyarʼa, qewata Xwedê ye. Çawa nivîsar e: «Ezê serwaxtîya serwaxta unda kim û bîlantîya bîlana betal kim». Kʼanên serwaxt? Kʼanên zane? Kʼanên aqilmendêd vê dinyayê? Ne serwaxtîya vê dinyayê Xwedê kire bêhʼişî? Çimkî serwaxtîya Xwedê nehişt ku dinya bi serwaxtîya xwe Wî nas ke, lê li Xwedê xweş hat, bi wê hînkirina «bêhʼişî» yêd ku bawer dikin xilaz ke. Cihû kʼeremeta dixwazin û yûnan jî serwaxtîyê digerʼin. Lê em, Mesîhê xaçbûyî dannasîn dikin, cihûyarʼa pʼişkbûn e, necihûyarʼa jî bêhʼişî, lê bona yêd ku Xwedê gazî wan dike, heger cihû bin, heger necihû, ew xeber Mesîh e, qewata Xwedê û serwaxtîya Xwedê. Çimkî ew kirêd Xwedêye ku ber çʼeʼvê meriva bêhʼişî xuya dibin, ew ji serwaxtîya merivayê serwaxttir in û ber çʼeʼvê meriva çiqas sistîya Xwedê xuya dibe, ew ji qewata merivayê qewattir e. Dîna xwe bidinê xûşk-birano, hûn kʼî bûne ku Xwedêda hatine gazîkirinê: Alîyê dinêda ji we gelek ne serwaxt bûne, ji we gelek dinêda ne zor bûne û ne jî ji we gelek malêd rʼengînda bûne. Lê Xwedê bêhʼişêd dinê bijartin, wekî serwaxta bide şermê û sistêd dinê bijartin, wekî yêd qewat bide şermê û Xwedê yêd dinêbêxebere bêrʼûmet û yêd ne tʼu tişt bijartin, ku heyînêd berbiçʼeʼv rʼet ke herʼe, wekî tʼu qûl-bende li ber Xwedê pê xwe nefirʼe. Ewî hûn tʼevî Mesîh Îsa kirin û Mesîh bona me kire serwaxtî. Em bi Wî rʼast têne hʼesabê, pîroz û aza dibin. Awa çawa nivîsar e: «Yê ku difirʼe, bira bi Xudan bifirʼe». Ez jî gava hatime cem we xûşk-birano, ez bi xeber yan serwaxtîya kʼemale giran nehatim surʼa Xwedê weva eʼyan kim. Çimkî gava ez nava weda bûm, min nêta xweda danenî ku tiştekî din hîn kim, pêştirî Îsa Mesîh û Ew jî Yê xaçbûyî. Ez xwexa hʼalekî sistda, bi xof û tirs nava weda bûm. Û gotin û hînkirina min, ne ku bi xeberêd serwaxtîya merivayîye zarxweşîyê bû, lê bi îzbatîya qewata Rʼuhʼê Pîroz bû. Ev yek aha bû, wekî bawerîya we bi serwaxtîya merivayê nîbe, lê bi qewata Xwedê be. Lê belê derheqa serwaxtîyêda em yêd rʼuhʼanîye gihîştîrʼa xeber didin, lê ne serwaxtîya vê dinê û ne jî ya serwêrêd vê dinê, ku hʼukumê wan betal dibe. Lê em derheqa serwaxtîya Xwedêye surʼe veşartîda xeber didin, ya ku Xwedê hê berî eʼfirandina dinyayê, bona rʼûmeta me qirar kir. Ji serwêrêd vê dinyayê tʼu kesî ev serwaxtîya feʼm nekir, çimkî heger feʼm bikirana, wê Xudanê rʼûmetê xaç nekirana. Lê çawa nivîsar e: «Ew tiştêd ku çʼeʼva nedîtine û guha nebihîstine, dilê mêrivrʼa derbaz nebûne, Xwedê bona wan hazir kirine, yêd ku Wî hʼiz dikin». Lê belê Xwedê bi Rʼuhʼê Xwe ev yek li ber me vekir. Çimkî Rʼuhʼ her tiştî eʼnene dike, hʼeta nêt-meremêd Xwedêye kʼûr jî. Kʼî haş ji kêl-meʼnîyêd mêriv heye, pêştirî wî rʼuhʼê nava wîda? Usa jî kes haş ji ya Xwedê tʼune, pêştirî Rʼuhʼê Xwedê. Me ne ku rʼuhʼê vê dinyayê standîye, lê ew Rʼuhʼê ji Xwedê, wekî em wan tiştêd ji Xwedêda merʼa dayî feʼm bikin. Em bona van tişta bi gotinêd ji serwaxtîya merivayê hînbûyî xeber nadin, lê bi gotinêd hînkirina ji Rʼuhʼê Xwedê xeber didin, tiştêd rʼuhʼanî wanrʼa şirovedikin, yêd ku xweyî-Rʼuhʼê Xwedê ne. Lê merivê nexweyî-Rʼuhʼ wan tiştêd Rʼuhʼê Xwedê qebûl nake, bi ya wî ev yekana bêhʼişî ne û nikare jî feʼm bike, çimkî hʼalê wan tişta bi rʼuhʼanî têne eʼnenekirinê. Lê yê xweyî-Rʼuhʼê Xwedê her tiştî eʼnene dike, lê belê xwexa ji kesekî nayê eʼnenekirinê. Çawa nivîsar e: «Kʼê nêt-fikira Xudan pê hʼesîya, ku şîretekê bide Wî?» Lê nêt-fikira Mesîh serê meda ye. Lê min xûşk-birano, nikaribû tʼevî we xeber da çawa tʼevî yêd xweyî-Rʼuhʼê Xwedê, lê çawa tʼevî bendêd vê dinê, çawa tʼevî xişîmêd bawerîya Mesîhda. Min şîr da we, lê ne ku xwarina giran, çimkî we hê nikaribû bixwara. Û hûn niha jî nikarin bixwin, çimkî hûn hela hê mîna bendêd vê dinê ne. Hʼeta ku nava weda hʼevsûdî û hevrʼikʼî hene, gelo ev yekana ne merivayî ne? Û hûn mîna bendêd vê dinê najîn? Mesele ku gava yek dibêje: «Ez Pawlosî me» û yê din: «Ez Apoloyî me», hûn ne mîna bendêd vê dinê ne? Îdî kʼî ye Apolo? Kʼî ye Pawlos? Ew qulixkʼarêd Xwedê ne, bi kʼîjana we bawer kir. Xudan çiqas şixul daye wan her kesî, haqasî jî dikin. Min daçʼikand, Apolo avda, lê Xwedê gîhand. Awa ne yê daçʼikand tiştek e, ne jî yê avda, lê yê gîhand, ku Xwedê ye. Yê daçʼikand û yê avda yek in û her kesê heqê xwe bistîne, weke xebata xwe. Çimkî em tʼevayî bona Xwedê dixebitin, hûn jî zevîya Xwedê ne, avayîyê Xwedê ne. Min jî weke wê kʼerema ku Xwedê da min, mîna çîredestekî serwaxt hʼîm avît, lê yekî din ser çêdike. Lê belê tʼenê bira her kes haş ji xwe hebe, çawa çêdike. Çimkî hʼîmekî din kesek nikare bavêje, pêştirî yê avîtî, ku Îsa Mesîh e. Li ser vî hʼîmî yek dikare bi zêrʼ, zîv, kevirêd qîmet, dar, gîhê, yan kayê çêke, lê bi çi tiştî jî çêke, şixulê her kesî wê eʼyan be, çimkî ew Rʼoj wê bide kʼifşê, ewê bi êgir eʼyan be û kirê her kesî çi hʼalîda be, agirê bicêrʼibîne. Heger şixulê yekî ser vî hʼîmê çêkirî bimîne, ewê heq bistîne, lê heger şixulê yekî bişewite, ewê zîyanê bikʼişîne, lê xwexa wê xilaz be, çawa yekî nava êgirrʼa derbazbûyî. Çima hûn nizanin ku hûn pʼaristgeha Xwedê ne û Rʼuhʼê Xwedê nava weda dimîne? Heger yek pʼaristgeha Xwedê wêran ke, Xwedê jî wê wî wêran ke, çimkî pʼaristgeha Xwedê pîroz e û hûn in ew pʼaristgeh. Bira tʼu kes xwe nexapîne. Heger yek ji we li gora qeydêd vê dinyayê xwe serwaxt dibîne, bira bibe bêhʼiş, wekî bibe serwaxt. Çimkî serwaxtîya vê dinyayê li ber Xwedê bêhʼişî ye. Çawa nivîsar e: «Ew serwaxta nava hʼilekʼarîya wanda digire» û dîsa: «Xudan zane ku şêwirêd serwaxta pʼûçʼ in». De bira îdî tʼu kes pê meriva nefirʼe! Belê her tişt jî pʼara we ne. Pawlos, Apolo, Petrûs, dinya, jîyîn, mirin, tiştêd ku niha hene, yan yêd wê bên, her tişt pʼara we ne, hûn jî pʼara Mesîh in û Mesîh jî pʼara Xwedê ye! Awa gerekê meriv me usa hʼesab kin, çawa berdestîyêd Mesîh û wekʼîlêd surʼêd Xwedê. Ji wekʼîl jî dikʼeve ku ew amin be. Lê bona min ev yek ne tʼu tişt e, ku fikirêd we yan yêd dîwana merivayê ser min çi ne, ez xwexa jî loma li xwe nakim. Îsafa min rʼihʼet e, ne ku bi vê yekê ez xwe sofî dikim, lê hʼakimê min Xudan e. Awa ji wext zûtir loma nekin, hʼeta hatina Xudan. Ewê tiştêd teʼrîyêda veşartî derxe rʼonayê û şêwirêd dila bide eʼyankirinê. Û hingê her kesê qîmetê xwe ji Xwedê bistîne. Ev yekana xûşk-birano, min bona we anîne ser xwe û Apolo, wekî hûn vê yekê ji me hîn bin: «Ji nivîsarê derneyên». Hingê ji we tʼu kes wê yek pê yekî nefirʼe. Kʼî te ji xelqê firqî dike? Çî te heye, ku te pʼêşkʼêş nestandîye? Lê wekî te standîye, çima pʼeyê xwe didî çawa te nestandibe? Hûn îdî tʼêr bûne, îdî hʼirʼ bûne! Bêyî me îdî bûne pʼadşa! Ax xwezî hûn bibûna pʼadşa, emê jî tʼevî we bibûna pʼadşa! Çimkî ez tʼexmîn dikim, ku Xwedê em şandî avîtine paşîya kʼoçʼa, çawa ji mirinêrʼa dayî. Em dinêda bûne îtoyîn, hin li ber milyakʼeta, hin jî ber meriva. Em bêhʼiş in bona Mesîh, lê hûn serwaxt in yektîya Mesîhda! Eme sist in, lê hûne qewat! Hûne xweyîrʼûmet in, lê eme bêrʼûmet! Hʼeta niha jî em birʼçî dimînin, tʼî dimînin, bê sitʼar dibin, têne kʼutanê û dero-der dibin. Em bi destê xwe dixebitin, bi xûdana xwe dijîn. Gava me rʼezîl dikin, em dua li wan dikin, gava me dizêrînin, em sebir dikin, gava navê merʼa dilîzin, em li ber wan dadixin. Em bûne gemara vê dinyayê, hʼeta niha jî her tiştîda bûne xwelî! Ez vê yekê werʼa dinivîsim, ne ku we bidime şermê, lê wekî we mîna zarʼêd xweye delal şîret kim. Heger wê jîyîna weye tʼevî Mesîhda bi hʼezara tʼerbetdarêd we hebin, lê tʼenê bavekî we heye, çimkî wê jîyîna weye tʼevî Mesîh Îsada hûn ji min bi Mizgînîdayînê dinê kʼetin. Awa hîvî ji we dikim, çʼeʼv bidine min. Bona vê yekê min Tîmotʼêyo ser weda şand, lawê xweyî delal û hindava Xudanda amin. Ewê wan rʼê-dirbêd mine Mesîh Îsada girtî bike bîra we, ku ez çawa li her dera, hʼemû civîna hîn dikim. Hinek ji we babax bûne, wan tʼirê ezê neyême cem we. Lê ezê zûtirekê ser weda bêm, heger Xudan hʼiz bike û ezê ne ku li gotinêd babaxa binihêrʼim, lê hʼunurêd wan. Çimkî Pʼadşatîya Xwedê ne ku xeberdanêda ye, lê hʼunurda ye. Hûn çawa dixwazin? Ez bi kʼulmê ser weda bêm, yan bi hʼizkirinê û berbihêrîyê? Deng heye ku nava weda bênamûsî jî heye û ew jî bênamûsîke usa, wekî nava pʼûtpʼaristada jî tʼune, ku yek dest davêje dêmarʼîya xwe. Û hûn ji kʼubarîyê hʼirʼ bûne! Ne gerekê we şîn bikira û yê xweyê vî kirî ji nava xwe derxista? wî merivî bidine destê mîrêcin, ku qalibê wî unda be û rʼuhʼê wî xilaz be Rʼoja Xudanda. Ne qenc e ku hûn firʼnaq dibin! Gelo hûn nizanin ku hinek hevîrtirʼşk tʼemamîya şkevê hiltîne? Vî hevîrtirʼşkê kevin ji xwe dûr xin, ku hûn bibine hevîrê nûyî bê hevîrtirʼşk, çawa hûn usa ne jî. Çimkî Berxê meyî Cejina Derbazbûnê, awa gotî Mesîh bona me hate serjêkirinê. De em vê cejinê derbaz kin, ne ku bi hevîrtirʼşkê kevinî neheqîyê û xirabîyê, lê bi nanê bê hevîrtirʼşk, bi nanê hʼelalîyê û rʼastîyê. Min werʼa neʼmêda nivîsîbû, ku tʼevî qava nebin. Ne ku gotina min derheqa qava, timakʼara, tʼalankir yan pʼûtpʼaristêd vê dinêda bû. Heger usa bûya, gerekê hûn lap ji dinê derkʼetana. Lê belê min werʼa nivîsî, ku hûn tʼevî wî nebin, yê ku navê xwedênasîyê ser e, lê qav e, tima ye, pʼûtpʼarist e, buxdanbêj e, serxweş e, yan jî tʼalankir e. Tʼevî yê usa hʼeta nên jî nexwin! Gelo eva kʼarê kirinê ye, gava yek ji we, nava wî û birê wîda deʼw-doz pêşda tê, turuş dike li ber nepʼaka wê yekê dide safîkirinê, ne ku li ber cimeʼta Xwedê? Çima hûn nizanin ku cimeʼta Xwedê wê dîwana dinê bike? Û heger bi destê we wê dîwana dinyayê bê kirinê, gelo hûn nikarin van pirsêd sivik jî safî kin? Çima hûn nizanin ku emê dîwana milyakʼeta jî bikin? Îdî kʼu dimîne dîwana pirsêd vê dinyayê nekin? Awa heger nava weda pirsêd vê dinêye safîkirinê hebin, hûn çawa dikarin hʼakimtîyê bidine destê yêd usa, ku ji alîyê civînêda ne tʼu tişt in? Ez aha dibêjim, ku hûn şerm bikin! Gelo nava weda yekî serwaxt tʼune, ku bikaribe nava birada serederîyê bike? Lê bira birêrʼa dikʼeve deʼw-dozê, ew jî li ber nebawera! We rʼastî vê yekêda lap daye der, ku hûn hevrʼa dikʼevine dergeh-dîwana. Gelo hê qenc nîne, ku hûn bêne neheqkirinê? Gelo hê qenc nîne, ku hûn bêne şêlandinê? Lê hûn neheqîyê dikin û dişêlînin, ew jî xûşk-bira! Çima hûn nizanin ku yêd neheq wê Pʼadşatîya Xwedê war nebin? Nexapin! Ne bênamûs, ne pʼûtpʼarist, ne zinêkʼar, ne jinêd hevrʼa dibin rʼobet, ne mêrêd hevrʼa dibin rʼobet, ne diz, ne timakʼar, ne serxweş, ne buxdanbêj, ne jî tʼalankir Pʼadşatîya Xwedê wê war nebe. Û ji we hinek usa bûn. Lê hûn ji guna hatine şûştinê, hûn hatine buhurtî-jibarekirinê, hûn rʼast hatine hʼesabê bi navê Xudan Îsa Mesîh û bi Rʼuhʼê Xwedêyê me. Dibêjin: «Her tişt minrʼa eʼdet e», belê, lê her tişt ne kʼar e. «Her tişt minrʼa eʼdet e», lê tʼu tişt gerekê hʼukumî ser min neke. Dibêjin: «Xwarin bona zik e, zik jî bona xwarinê ye», lê Xwedê her duya jî wê unda ke. Lê beden ne bona qavîyê ye, lê bona xizmetkʼarîya Xudan e û Xudan jî bona bedenê xem dike. Û Xwedêyê ku Xudan ji mirinê rʼakir, wê me jî ji mirinê rʼake bi qewata Xwe. Çima hûn nizanin ku bedenêd we endemêd Mesîh in? Ez endemêd Mesîh hildim tʼevî qava kim? Tʼu car! Yan hûn nizanin yê ku tʼevî qava dibe, tʼevî wê dibe bedenek? Çawa nivîsar dibêje: «Her du wê bibine bedenek». Lê ewê ku tʼevî Xudan dibe, dibe rʼuhʼek. Ji qavîyê birʼevin! Hʼemû gunêd mayîne ku meriv dike, ji bedenê der e, lê ewê ku qavîyê dike, miqabilî bedena xwe guna dike. Çima hûn nizanin ku bedenêd we pʼaristgeha Rʼuhʼê Pîroz in, ku nava weda ye, Kʼîjan we ji Xwedê stand? Hûn ne xweyîyê serê xwe ne. Hûn bi qîmetekî biha hatine kʼirʼînê. Bona vê yekê bikin ku pê bedena we şikirî Xwedêrʼa bê dayînê. Lê niha derheqa wan pirsêd ku we minrʼa nivîsîn: «Qenc e wekî mêr nêzîkî jinê nebe?» Lê bona ku pêşîya her cûrʼe qavîyê bê girtinê, bira mêr bê jin nebe û jin jî bê mêr. Mêr bira deynê jinê bidê, jin jî deynê mêr. Jin ne xweya qalibê xwe ye, lê mêr, usa jî mêr ne xweyê qalibê xwe ye, lê jin. Ji hevdu na-na nekin, pêştirî wê demê, gava hûn bi hevrʼa bona wextekê tʼifaq qirar dikin wekî xwe bidine duakirinê, lê paşê dîsa li hev vegerʼin, ku mîrêcin we necêrʼibîne ji dest bêtʼawîya we. Ez vê yekê dihêlime ser exterîya we, ne ku eʼmir dikim. Rʼast e, min dixwest ku hʼemû meriv mîna min bûna, lê her merivekîrʼa dayîneke ji Xwedê heye, yek ha ye, yek jî aha ye. Lê yêd bê jin û jinebîyarʼa ez dibêjim: Qenc e ku ew mîna min bimînin. Lê heger xwe zeft nakin, bira bizewicin-mêr kin, çimkî qenc e ku ew bizewicin-mêr kin, ne ku xweda bişewitin. Lê yêd zewicî-mêrkirîrʼa, ne ku ez eʼmir dikim, lê belê Xudan: Bira jin ji mêr neqete, heger biqete jî, bira mêr neke yan jî mêrê xwerʼa li hev bê. Û mêr jî bira jina xwe berʼnede. Lê yêd mayînrʼa ez dibêjim, ne ku Xudan: Heger jina birakî nebawer be û bixwaze tʼevî wî bimîne, bira wê berʼnede. Û jineke ku mêrê wê nebawer be û ew bixwaze tʼevî wê bimîne, bira ji wî neqete. Çimkî mêrê nebawer bi jina bawermend hʼelal dibe û jina nebawer jî bi mêrê bawermend hʼelal dibe. Heger usa nîbûya, zarʼêd weyê hʼeram bûna, lê niha hʼelal in. Lê heger nebawer biqete, bira biqete. Xûşk yan bira vê derecêda aza ye. Belê Xwedê gazî we eʼdilayîyê kir. Tu çi zanî kʼulfetê, belkî tê mêrê xwe xilaz kî? Yan jî tu çi zanî mêro, belkî tê kʼulfeta xwe xilaz kî? Wekî din ez dibêjim: Xudan çawa pʼara her kesî da û çawa Xwedê gazî her kesî kir, bira weke wê yekê jî bijî. Ev e tʼemîya ku ez didime hʼemû civîna. Heger yek sinetkirî bû gava hate gazîkirinê, bira sinetbûna xwe îdî neguhêze. Heger yek nesinetkirî bû gava hate gazîkirinê, bira îdî sinet nebe. Ne sinetbûn tiştek e û ne jî nesinetbûn, lê serî tʼemîyêd Xwedê qedandin e. Kʼî çi hʼalîda bû gava Xwedê gazî kirê, bira nava wêda jî bimîne. Xulam bûyî gava hatî gazîkirinê? Xem neke. Lê heger dikarî aza bî, wê mecalê ji destê xwe neke. Çimkî ew xulamê ku hate gazîkirinê, wekî bibe pʼara Xudan, ew azayê Xudan e, usa jî ewê ku aza bû gava hate gazîkirinê, ew xulamê Mesîh e. Hûn bi qîmetekî biha hatine kʼirʼînê, nebine xulamêd meriva. Xûşk-birano, kʼî çi hʼalîda hate gazîkirinê, bira nava wêda jî li ber Xwedê bimîne. Lê niha çi ji qîz û xorta dikʼeve, min derheqa wanda eʼmir ji Xudan nestandîye, lê tʼenê ez fikira xwe dibêjim, çawa yekî ji Xudan rʼeʼm standî ku hindava Wîda amin e. Ez bona tengasîya niha aha rʼê têrʼa dibînim ku meriv çi derecêda ye, bira usa jî bimîne. Jinêva girêdayî yî? Neke ku jê biqetî. Bê jin î? Jinê negerʼe. Lê heger bizewicî, gune nakî û heger qîz mêr ke, gune nake. Lê yêd usa wê rʼastî oxirmêd giran bên, ez dixwazim we ji wê yekê xwey kim. Ez werʼa dibêjim birano: Wext hindik maye. Ji vir şûnda ewê ku jina wî heye bira usa be çawa yê bê jin, ewê ku digirî çawa yê nagirî, ewê ku şa dibe çawa yê şa nabe, ewê ku dikʼirʼe çawa ne xweyê wan tişta be, û ewê ku şixulê dinêva mijûl dibe çawa yê pêva mijûl nabe, çimkî ev dinya eʼyan derbaz dibe. Lê ez dixwazim ku hûn ji xema dûr bin. Yê nezewicî şixulêd Xudanva gîro ye, ku çawa bike li Xudan xweş bê. Lê yê zewicî xemêd dinêva gîro ye, ku çawa bike li jina xwe xweş bê û ser du rʼîya sekinî ye. Jina bêmêr yan qîz şixulêd Xudanva gîro ye. Meremê wê ew e, ku ew rʼuhʼ û qalibê xweda buhurtî-jibare be, lê ya mêrkirî xemêd dinêva gîro ye, ku çawa bike li mêrê xwe xweş bê. Ez van tişta bona kʼara we dibêjim, ne ku bar didime ser milê we, lê dixwazim wekî hûn bi tʼerbet û bi dil û can şixulêd Xudanva gîro bin. Lê heger yek feʼm dike, wekî hindava dergîstîya xweda rʼastîyê nake, temê wî jî xirab bûye ku gerekê bizewice, bira usa bike çawa dixwaze, gune nake, bira hevdu bistînin. Lê ewê ku giranî ser wî tʼune, lê li temê xwe dikare û dilê xweda qirar kirîye ku dergîstîya xwe usa xwey ke çawa berê, ew tiştekî qenc dike. Awa yê dergîstîya xwe distîne, qenc dike, lê yê ku wê bikʼir dihêle, hê qenc dike. Jin ne xweserîxwe ye hʼeta ku mêrê wê sax e, lê heger mêr lê bimire, ew aza ye, tʼevî kʼê bixwaze dikare mêr ke, tʼenê bawermendê Xudan be. Lê ewê hê xwezilî be, ku usa bimîne. Ev e fikira min û tʼexmîna min Rʼuhʼê Xwedê nava minda heye. Lê niha çi ku ji pirsa qurbanêd pʼûta dikʼeve: Feʼmdarî ye ku zanebûna me her kesî jî heye. Zanebûn pʼişika mêriv diwerimîne, lê hʼizkirin ava dike. Heger yek tʼexmîn dike, ku ew tiştekî zane, ew rʼast hê tiştekî usa nizane çawa ku lazim e bizanibe. Lê heger yek Xwedê hʼiz dike, ew ji alîyê Wîva naskirî ye. Awa derheqa wan qurbanêd pʼûtaye ku merî dixwin: Em zanin ku pʼût heyîna xweva pʼûçʼ in û Xwedêkî din tʼune, pêştirî yekî. Heger bi navêd din jî xwedê hebin, yan li eʼrdê yan li eʼzmên, çawa bêhʼesab xwedê û bêhʼesab xudan hene jî, lê bona me tʼenê Xwedêk heye, Bav, Eʼfirandarê her tiştî, em jî bona Wî hene û tʼenê Xudanek heye, Îsa Mesîh, bi Kʼîjanî her tişt xuliqî ne û bi saya Wî em hene. Lê ev zanebûn cem her kesî tʼune. Hʼeta niha hê dilê hineka pey pʼûtpʼaristîyê ye, ku gava wî goştî dixwin, hʼesab dikin çawa qurbanêd pʼûta û xwe dihʼerʼimînin, çimkî îsafa xweye sistda fikara dike. Lê belê xwarin me li ber Xwedê nade sekinandinê. Heger em bixwin, tiştekî zêde nakin û heger nexwin, tiştekî jî kêm nakin. Lê haş ji xwe hebin, nebe ku ew azaya we bibe kevirek li ber nigê sista. Em bêjin, heger merivekî ku îsafa xweye sistda fikara dike te bibîne, wekî tu «xweyîzanebûn» î û li sifra pʼaristgeha pʼûtda rʼûniştî yî, ne ew kirê te wê dil bide wî, ku ew jî qurbanêd pʼûtpʼaristîyê bixwe? Û ji dest wê «zanebûna» te, birê teyî sist, bona kʼîjanî Mesîh mir, wê unda be. Bi vî awayî, gava tu neheqîyê li xûşk-birêd xwe dikî û îsafa wane sist birîndar dikî, li ber Mesîh neheqîyê dikî. Awa heger xwarin dibe kevirê li ber pʼîyê birê min, gerekê îdî tʼu car ez goşt nexwim, wekî birê xwe pʼişk nekim. Ne ez aza me? Ne ez şandî me? Ne min Xudanê me Îsa bi çʼeʼva dît? Ne hûn pê xûdana min pʼara Xudan kʼetin? Heger ez şandîyê hinekêd mayîn nîbim, lê belê bê şik şandîyê we me! Çimkî mora şandîtîya min hûn in, ku pʼara Xudan kʼetin. Caba min bona yêd ku dikin ji min gilîya bikʼişînin ev e: Gelo îzina me tʼune em ji ber xebata xweva bixwin û vexwin? Gelo îzina me tʼune em kʼulfeteke bawerîyêda tʼevî xwe bigerʼînin, çawa şandîyêd din, birayêd Xudan û Petrûs dikin. Yan gerekê ez û Barnabas tʼenê bixebitin serê xwe xwey kin? Kʼîjan esker ji kʼîsê xwe eskerîyê dike? Kʼî rʼez datîne û berê wê naxwe yan yê li ber pêz e şîrê pêz venaxwe? Ez van tişta bi merivayî nabêjim. Ne Qanûn jî wê yekê dibêje? Çawa Qanûna Mûsada nivîsar e: «Devê gayê bêderêda dixebite girênede». Gelo xema Xwedê bona ga ye? Yan wê yekê bona me dibêje? Belê, ev yek bona me hate nivîsarê, wekî ewê ku cotê xwe dike, gerekê bi guman cot ke û yê kam dike, gerekê guman be, ku wê kʼeda xwe bixwe jî. Heger me nava weda tiştêd rʼuhʼanî çandin, gelo tiştekî mezin e, ku ji we tiştêd vê dinê bidirûn? Heger îzina hinekêd din heye kʼarê ji we bibînin, ne ya me hê zêde heye? Lê me ev îzin pêk neanî. Serda jî li her tiştî sebir kir, ku nebine pêşîbirʼê Mizgînîya Mesîh. Hûn nizanin ewêd ku pʼaristgehêda dixebitin ji pʼaristgehê jî dixwin? Û ewêd xizmetkʼarîya gorîgehê dikin, ji gorîgehê jî pʼara xwe distînin. Usa jî Xudan eʼmir kir, ku yêd Mizgînîyê dannasîn dikin, ji Mizgînîyê bijîn. Lê min ji van îzina qet yek pêk neanî, ne jî niha dinivîsim ku van îzina pêk bînim. De bira ez bimirim, ne ku yek rʼûspîtîya min betal ke. Belê ez nikarim pʼeya bidime xwe heger ez Mizgînîyê dannasîn kim, çimkî ev deynê stûyê min e. Wey li min heger ez Mizgînîyê dannasîn nekim! Û heger min ev yeka bi hʼemdê xwe bikira, hingê xelata minê hebûya, lê ez vê yekê ne bi hʼemdê xwe dikim, çimkî eva qulixek e li min hatîye spartinê. Awa îdî çi ye xelata min? Ev e, ku ez dannasînîya xweda Mizgînîyê bê heq bidim, îzina xwe Mizgînîdayînêda bi zora xwe pêk neynim. Rʼast e ez ji her kesî aza me, lê ez dîsa xwe dikime xulamê hʼemûya, wekî hê geleka qazinc kim. Bona cihûya, dibime mîna cihûya, wekî cihûya qazinc kim. Awa gotî bona yêd bin Qanûna Mûsada, dibime mîna yêd bin Qanûnê, wekî yêd bin Qanûnêda qazinc kim, (lê ne ku ez bin Qanûnêda me). Bona yêd bê Qanûn, dibime mîna yêd bê Qanûn, wekî yêd bê Qanûn jî qazinc kim, (ne ku ez bê qanûna Xwedê me, lê ez bin qanûna Mesîhda me). Bona sista dibime mîna sista, wekî yêd sist qazinc kim. Bona hʼemûya ez dikʼevime hʼalê her kesî, wekî her derecada bikaribim hineka xilaz kim. Van hʼemû tişta ez îdî bona Mizgînîyê dikim, wekî ez bibime heval-pʼarê dua-dirozgêd ser wê. Hûn nizanin yêd lecmeydanêda ne, hʼemû jî dirʼevin, lê tʼenê yek xelatê distîne? Usa birʼevin, ku hûn bistînin. Ewêd ku dikʼevine lecê, xwe hînî gelek tiştî dikin, wekî wê kʼofîya ku diçʼilmise bistînin, lê kirina me bona kʼofîya hʼeta-hʼetayê ye. Bona wê yekê ez usa narʼevim çawa yêd bêmerem, yan jî bi kʼulma herʼime bê. Lê ez zordarîyê qalibê xwe dikim û wê zeft dikim, ku nebe xelqê gazî lecê kim, lê ew xwexa ji dest min herʼe. Naxwazim xûşk-birano, ku hûn nizanibin wekî kal-bavêd me hʼemû jî bin sîya eʼwrda bûn û hʼemû jî Beʼra Sorrʼa derbaz bûn. Hʼemû jî tʼevî Mûsa bûne yek, eʼwr û beʼrêda hatine nixumandinê. Hʼemûya jî xût ew xwarina rʼuhʼanî xwar û hʼemûya jî xût ew vexwarina rʼuhʼanî vexwar, çimkî ji wî Qeyayê rʼuhʼanî vedixwarin, Yê ku tʼevî wan diçû û ew Qeya Mesîh bû. Lê Xwedê gelekêd ji wan begem nekirin, lema cinyazêd wan berʼîyêda her dera kʼetî man. Îdî ew tişt bona me bûne meselêd gotî, wekî em havijîya xwe ji tiştêd xirab neynin, çawa wan dilhavijî kir. Ne jî bibin pʼûtpʼarist, çawa ji wan hinek bûn, bona kʼîjana nivîsar e: «Cimeʼtê rʼûnişt xwar, vexwar û rʼabûn namûsa hevrʼa lîstin». Em qavîyê nekin, çawa ji wan hineka qavî kir û rʼojekêda bîst sê hʼezar merî kʼetin qirʼ bûn. Mesîh necêrʼibînin, çawa ji wan hineka cêrʼiband û bi meʼra hatine lêdanê mirin. Û bîna xwe teng nekin, çawa ji wan hineka bîntengî kirin û bi destê milyakʼetê mirinê kʼoka wan hat. Ev hʼemû tişt çawa meselêd gotî dihatine serê wan, lê bona me ku em axirîya van dewrada dijîn, çawa şîret hatine nivîsarê. Awa kʼî difikire ku ew miqerʼm sekinî ye, bira haş ji xwe hebe ku nekʼeve. Cêrʼibandinêd usa nayêne serê we, pêştirî wan cêrʼibandinêd ku têne serê merivêd mayîn. Lê Xwedê amin e, Ew nahêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêrʼibandinê. Ewê cêrʼibandinêda delîlekê jî bike, ku hûn bikaribin teyax kin. Awa delalêd min, ji pʼûtpʼaristîyê birʼevin. Ez çawa tʼevî serwaxta xeber didim. Hûn xwexa bidine ber hʼesaba, ez çi dibêjim. Ew kʼasa Şîva Xudan, ya ku em pê şikirîyê didin, ne heleqetîya xûna Mesîh e? Ew nanê ku em kerdikin, ne heleqetîya bedena Mesîh e? Nanek heye, lema em hʼemû jî bedenek in, çimkî em hʼemû jî ji wî nanî kerdikin. Dîna xwe bidine cimeʼta Îsraêlê: Ewêd ku qurbana dixwin, tʼevî wê pʼara gorîgehê nabin? Belê ez çi bêjim? Gelo pʼût ji xwe tiştek e, yan qurbanêd pʼûtarʼa têne dayînê berga tiştekî digirin? Na xêr! Lê gotina min ev e, ku ew tiştêd pʼûtpʼarist dikine qurban, cinarʼa dikin, ne ku Xwedêrʼa. Û ez naxwazim ku heleqetîya we tʼevî cina hebe. Hûn nikarin hin kʼasa Xudan vexwin, hin jî kʼasa cina. Hûn nikarin hin ji sifra Xudan bixwin, hin jî ji sifra cina. Yan em bikin ku xîreta Xudan qebûl neke? Çima em ji Wî qewattir in? Dibêjin: «Her tişt eʼdet e», belê, lê her tişt ne kʼar e. «Her tişt eʼdet e», lê her tişt ava nake. Nebe ku yek kʼara xwe bigerʼe, lê ya hevalê xwe. Çi ku qesabxanada tê firotanê bixwin, pey pirs-pirsîyara nekʼevin, bona fikarkirina îsafê. Çawa nivîsar e: «Dinya bi xêr-xizna xweva ya Xudan e». Heger ji nebawera yek we tʼeglîf ke û hûn bixwazin herʼin, çi bidine ber we bixwin, pey pirs-pirsîyara nekʼevin, bona fikarkirina îsafê. (Lê heger yek werʼa bêje: «Eva qurban e», îdî nexwin bona yê ku hûn pê hʼesandin û bona fikarkirina îsafê. Gotina min ne bona fikara îsafa we ye, lê ya hevalê we.) Çima gerekê azayîya min bona fikara îsafa yekî mayîn bê lomekʼarkirinê? Heger ez şikirîyê didime Xwedê dixwim, çima bona wê yekê xeyba min dikin, wekî ez şikirîya xwe Xwedê tînim? Awa heger hûn bixwin, vexwin, yan çi şixulî ku hûn bikin, her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin. Ne nig bavêjine ber cihûya, ne ber necihûya, ne jî ber civîna Xwedê, çawa ez jî her alîyava li hʼemûya xweş têm û kʼara xwe nagerʼim, lê ya geleka, wekî xilaz bin. Çʼeʼv bidine min, çawa ez jî çʼeʼv didime Mesîh. Ez pʼeyê we didim, wekî hûn hʼemû derecada min bîr tînin û ew rʼaw-rʼizimêd ku min dane we pêk tînin. Lê ez dixwazim ku hûn zanibin wekî serê her mêrî Mesîh e, serê jinê mêr e û serê Mesîh Xwedê ye. Her mêrê ku sernixamtî dua yan pʼêxembertîyê dike, ew serê xwe bêhurmet dike. Û her kʼulfeta ku serqot dua yan pʼêxembertîyê dike, ew serê xwe bêhurmet dike. Ew dibe mîna yeke pʼorʼkurʼkirî. Awa gotî, heger kʼulfet serê xwe nenixême, bira pʼorʼê xwe jî bibirʼe. Lê heger kʼulfetêrʼa eʼyb e, ku pʼorʼê xwe bibirʼe yan bide ber dûzan, ku usa ye bira serê xwe binixême. Ne cayîz e mêr serê xwe binixême, çimkî ew sûret û rʼûmeta Xwedê ye, lê jin rʼûmeta mêr e. (Çimkî ne ku mêr ji jinê ye, lê jin ji mêr e û mêr bona jinê nexuliqî, lê jin bona mêr.) Bona vê yekê gerekê kʼulfet serê xwe binixême, çawa nîşana bin hʼukumda, bona milyakʼetêd ku dibînin. Lê belê yektîya Xudanda ne jin bê mêr dibe, ne jî mêr bê jin. Çimkî çawa jin ji mêr e, usa jî mêr ji jinê ye, lê hʼemû jî ji Xwedê ne. Hûn xwexa bidine ber hʼişa, gelo ji kʼulfetê dikʼeve, wekî serqot ber Xwedê dua bike? Ne tʼebîyet jî we hîn dike, ku pʼorʼê dirêj rʼewşa mêr davêje? Lê rʼewşa jinê pʼorʼê dirêj e, çimkî ew pʼorʼ jêrʼa bona nixamtinê hatîye dayînê. Lê heger yek bixwaze vê yekêrʼa bikʼeve deʼwê, eʼdetekî meyî din tʼune û ne jî yê civînêd Xwedê. Lê vê tʼemîyêda ez pʼeyê we nadim, çimkî gava hûn dicivin, ew nabe kʼara we, lê zîyana we. Berî her tiştî, ez dibihêm, gava ku hûn dicivine civînê, nava weda dibe dutîretî û kêm-zêde ez bawer dikim. Belê, eʼseyî dutîretî wê bikʼeve nava we, wekî yêd nava wedaye jibare kʼifş bin. Awa hûn ku dicivine cîkî, eva nabe şîva Xudan ku hûn dixwin, çimkî gava her yek ji we dixwe, hʼece-hʼeca wî ye ser şîvê dikʼeve. Yek birʼçî dimîne û yê din kʼêfxweş dibe. Çima malêd we tʼunene, ku hûn wanda bixwin û vexwin? Yan çima civîna Xwedê bêhurmet dikin û desttenga didine şermê? Ez çi werʼa bêjim? Pʼeyê we bidim bona vê yekê? Ez vê yekê nikarim! Min ev yek ji Xudan stand û da we, ku Xudan Îsa wê şeva ku hate nemamkirinê, nan hilda şikirî da, kerkir û got: «Eva bedena Min e bona we. Vê yekê bona bîranîna Min bikin». Usa jî kʼas pey şîvêrʼa hilda û got: «Eva kʼasa peymana nû ye, pê xûna Min girêdayî. Vê yekê bona bîranîna Min bikin, çi car gava hûn jê vexwin». Her car, gava hûn vî nanî bixwin û ji vê kʼasê vexwin, mirina Xudan bikine dengî, hʼeta hatina Wî. Awa kʼî bi nelayîqî nanê Xudan bixwe yan kʼasa Wî vexwe, wê deyndarê beden û xûna Wî be. Lema bira meriv pêşîyê dilê xwe binihêrʼe û paşê ji wî nanî bixwe û ji wê kʼasê vexwe. Çimkî kʼî bixwe û vexwe û feʼmîna bedena Xudan nizanibe, ew dîwana xwe dixwe û vedixwe. Lema jî nava weda gelek nexweş û xweyîzede hene û hinek jî mirine. Lê heger me dîwana xwe bikira, dîwana meyê nehata kirinê, lê gava dîwana me bibe, em ji Xudan têne şîretkirinê, wekî dîwana me tʼevî dinyayê nebe. Awa xûşk-birayêd min, gava bona şîva Xudan bicivin, hîvîya hevdu bisekinin. Lê heger yek birʼçî ye, bira mala xweda bixwe, ku nebe, gava hûn bicivin, dîwanê ser xweda bînin. Bona pirsêd mayîn, gava bêm ezê hingê safî kim. Lê niha çi ji pʼêşkʼêşêd Rʼuhʼanî dikʼeve xûşk-birano, ez naxwazim ku hûn nezan bin. Weva eʼyan e gava hûn pʼûtpʼarist bûn, hûn usa pey pʼûtêd kerʼe lal kʼetibûn, her alîyava kʼetibûne bin qolêd wan. Bona vê yekê jî ez werʼa dibêjim, tʼu kes tʼune ku bi rʼêberîya Rʼuhʼê Xwedê xeber de û bêje: «Bira nifirʼ li Îsa be». Û kesek jî nikare bêje: «Îsa Xudan e», heger ne bi rʼêberîya Rʼuhʼê Pîroz. Awa cûrʼe-cûrʼe pʼêşkʼêşêd Rʼuhʼanî hene, lê xût dayîna wî Rʼuhʼî ne, cûrʼe-cûrʼe qulix jî hene, lê hema wî Xudanîrʼa qulix dikin, usa jî cûrʼe-cûrʼe karîn hene, lê xût ew Xwedê ye, ku van dayînada karînê dide her kesî. Lê her kesîrʼa Rʼuhʼ bona kʼara hʼemûya xuya dibe. Yekîrʼa ji Rʼuhʼ xebera serwaxtîyê tê dayînê, yekîrʼa xebera zanebûnê xût ji wî Rʼuhʼî, yekî dinrʼa bawerî xût ji wî Rʼuhʼî, yekî dinrʼa pʼêşkʼêşêd nexweşqenckirinê xût ji wî Rʼuhʼî, yekî dinrʼa qewat, wekî kʼeremeta bike, yekî dinrʼa pʼêxembertî, yekî dinrʼa feʼmîna ku rʼuhʼa ji hev derxe, yekî dinrʼa zimanêd xerîb, yekîrʼa jî şirovekirina wan zimana. Ev hʼemû jî xût Xwexa ew Rʼuhʼ dike û her kesîrʼa başqe-başqe pʼarevedike, çawa ku dixwaze. Çawa beden yek e û gelek endemêd wê hene, lê dîsa ew hʼemû hevrʼa bedenek in, usa jî Mesîh e. Rʼast usa jî yektîya Rʼuhʼekîda em hʼemû hatine nixumandinê, ku bibine bedenek, hin cihû hin necihû, hin xulam hin aza û em hʼemû jî ji wî Rʼuhʼî dane vexwarinê. Belê beden ne tʼenê endemek e, lê ji geleka ye. Heger nig bêje: «Ez ne ji bedenê me, çimkî ez ne dest im», gelo eva meʼnî ye, ku ew ne ji bedenê ye? Û heger guh bêje: «Ez ne ji bedenê me, çimkî ez ne çʼeʼv im», gelo eva meʼnî ye, ku ew ne ji bedenê ye? Heger tʼemamîya bedenê çʼeʼv bûya, lê bihîstinê li kʼu bûya? Heger hʼemû beden guh bûya, bînhildanê li ku bûya? Lê rʼast Xwedê ew endem yeko-yeko bedenekêda cî kirin, çawa Wî xwest. Heger hʼemû endemek bûna, bedenê li ku bûya? Lê rʼast niha endem gelek in, lê beden yek e. Çʼeʼv nikare bêje dest: «Tu kêrî min nayêyî!» Û ne jî serî nigarʼa dikare bêje: «Hûn kêrî min nayên!» Lê serda ew endemêd bedenêye ku sist kʼifş dibin, ew hê ferz in û ew endemêd bedenêye bêqedir têne hʼesabê, em hê qedirê wan zanin û yêd eʼybe nava wêda, em hê bi tʼerbet dinixêmin, lê endemêd meye bêeʼyb ne hʼewcê wê yekê ne. Lê Xwedê beden hevva kir, ku yê bêqedir hê qedir bistîne, wekî dutîretî nekʼeve nava bedenê, lê hʼemû endem ji hevdurʼa şewat bin. Lema, gava endemek êşê dikʼişîne, hʼemû endem hevrʼa dêşin, lê gava endemek tê pesindayînê, hʼemû endem tʼevî wê şa dibin. Awa hûn bedena Mesîh in û her yek ji we endemekî bedena Wî ye. Û Xwedê pêşîyê hinek civînêda kirine şandî, ya duda pʼêxember, ya sisîya dersdar, paşê yêd kʼeremetkir, peyrʼa yêd xweyîyê pʼêşkʼêşêd nexweşqenckirinê, kʼomekdarîyê, seʼvîtîyê û yêd zimanêd xerîb. Çima hʼemû şandî ne? Çima hʼemû pʼêxember in? Çima hʼemû dersdar in? Çima hʼemû kʼeremeta dikin? Çima hʼemû xweyîyê pʼêşkʼêşêd nexweşqenckirinê ne? Çima hʼemû bi zimanêd xerîb xeber didin? Çima hʼemû zimana şirovedikin? De hûn hʼeyra pʼêşkʼêşêd hê mezinda bin. Lê ezê rʼêke here qenc jî nîşanî we kim. Heger ez bi zimanêd meriva yan milyakʼeta xeber dim, lê dilê minda hʼizkirin tʼunebe, ezê bibime mîna wî zengilê ku dike zingîn yan jî bolmêd sifre ku dikine şingîn. Heger pʼêşkʼêşa pʼêxembertîyê minrʼa hebe û ser hʼemû surʼa vebim, hʼemû zanebûnê feʼm bikim û heger bawerîya min jî haqas hebe, hʼeta çʼîya jî ji cî biguhêzim, lê hʼizkirin dilê minda tʼunebe, ez ne tʼu tişt im. Û heger hebûka xwe pêva belayî belengaza kim û bedena xwe jî bidime der bona şewitandinê, lê hʼizkirin dilê minda tʼunebe, tʼu kʼar nagihîje min. Hʼizkirin dûmikdirêj û şîrin e, hʼizkirin hʼevsûdîyê nake, hʼizkirin kʼubar nabe, pʼişika xweda nawerime, bêpʼergal nîne, ya xwe nagerʼe, zû hêrs nakʼeve, kʼînê najo, dilê xwe li neheqîyê şa nake, lê rʼastîyêrʼa şa dibe. Hʼizkirin her gav dadixe, her gav bawer dike, her gav xweyîguman e, her gav sebir dike. Hʼizkirin tʼu car kʼuta nabe. Heger pʼêxembertî hebin, wê betal bin, heger zimanêd xerîb hebin, wê dengêd wan bêne birʼînê, heger zanebûn hebe, wê derbaz be herʼe. Belê em ji pʼirʼî-hindikî zanin û ji pʼirʼî-hindikî pʼêxembertîyê dikin. Lê gava kʼamiltî bê, hingê nekʼamiltî wê derbaz be herʼe. Gava ez zarʼ bûm, min mîna zarʼa xeber dida, mîna zarʼa difikirîm, mîna zarʼa dida ber hʼesêb. Gava ez mezin bûm, ew tiştêd zarʼotîyê min ji xwe dûr xistin. Niha em çawa qeretʼûkî neynikêda dibînin, lê hingê emê rʼû bi rʼû bibînin. Niha ez ji pʼirʼî-hindikî zanim, lê hingê ezê tʼam nas bikim, çawa ez hatime naskirinê. Awa niha ev hersêk dimînin: Bawerî, guman û hʼizkirin. Lê hʼizkirin ser wanrʼa ye. Demana hʼizkirinêda bin û hʼeyra pʼêşkʼêşêd rʼuhʼanîda bin, îlahî pʼêxembertîkirinê. Ewê ku bi zimanê xerîb xeber dide, ew ne ku mêrivrʼa xeber dide, lê Xwedêrʼa, çimkî kesek Wî feʼm nake. Ew bi qewata Rʼuhʼ surʼa dibêje. Lê belê yê ku pʼêxembertîyê dike, ew mêrivrʼa xeber dide, bawerîya wan ava dike, dil dide ber wan û ber dilê wanda tê. Ewê ku bi zimanêd xerîb xeber dide, tʼenê bawerîya xwe ava dike, lê ewê ku pʼêxembertîyê dike, civînê pêva ava dike. Ez dixwazim ku hûn hʼemû jî bi zimanêd xerîb xeber din, lê ez hê dixwazim ku hûn pʼêxembertîyê bikin, çimkî yê pʼêxembertîyê dike, ji yêd bi zimanêd xerîb xeber dide çêtir e, pêştirî wî wextê ku tê şirovekirinê, wekî civîn bê avakirinê. Awa xûşk-birano, heger ez bême cem we bi zimanêd xerîb xeber dim, ezê çi kʼarê bidime we? Tʼu kʼarê nadim heger ez eʼyantîyê, yan zanebûnê, yan pʼêxembertîyê, yan hînkirinê werʼa neynim? Hacetêd nebînbere ku deng derdixin, em bêjin bilûr be, yan çeng, heger dengê wan nezelal be, wê çawa zanibin çi miqam tê lêxistinê? Yan jî, heger borʼî dengekî nenas derxe, kʼê wê kʼarê xwe li şêrʼ bike? Usa jî hûn, heger bi zimên xebereke feʼmdarî nebêjin, wê çawa bizanibin hûn çi dibêjin? Xeberdana weyê mîna bayê sar be. Kʼifş e ku dinyayêda çiqas cûrʼe-cûrʼe ziman hene, lê ji wan yek jî bê feʼmîn nîne. Lê, heger ez zimanekî feʼm nakim, ez bona yê wî zimanî xeber dide xerîb im û yê xeber dide jî bona min xerîb e. Usa jî hûn ku hʼeyra pʼêşkʼêşêd rʼuhʼanîda ne, nava wan pʼêşkʼêşada hê pêşda herʼin, kʼîjan civînê ava dikin. Bona vê yekê ewê ku bi zimanêd xerîb xeber dide, bira dua bike ku şiroveke jî. Çimkî gava ez bi zimanêd xerîb dua dikim, ew rʼuhʼê min dua dike, lê hʼişê minda tişt rʼûnanî. Ez çi bikim? Ezê hin bi rʼuhʼê xwe dua bikim, hin jî bi hʼişê xwe, hin bi rʼuhʼê xwe bistirêm, hin jî bi hʼişê xwe. Heger tu bi rʼuhʼê xwe şikirîyê bidî, ewê ku mîna nezana sekinî ye, wê çawa rʼazîdarîya terʼa qayl be bêje: «Amîn»? Ew qet feʼm nake jî, tu çi dibêjî. Belê tu rʼind rʼazîbûnê didî, lê bawerîya yê din nayê avakirinê. Ez ji Xwedêyê xwe rʼazî me, ku ji we hʼemûya zeʼftir bi zimanêd xerîb xeber didim. Lê belê civînêda ez hê dixwazim pênc xeberêd feʼmdarî bêjim, wekî hinekêd din jî hîn bikim, ne ku bi hʼezara xeberêd xerîb. Xûşk-birano, hʼişê xweda zarʼ nîbin! Hindava xirabîyêda mîna zarʼa bin, lê hʼişê xweda gihîştî bin. Qanûnêda nivîsar e: «Ezê bi merivêd xweyê zimanêd xerîb û zarêd xerîba vê cimeʼtêrʼa xeber dim, lê belê wê hingê jî guhdarîya Min nekin, Xudan dibêje». Awa pʼêşkʼêşa zimanêd xerîb nîşanek e, ne ku bona bawermenda, lê bona nebawera û pʼêxembertî jî ne ku bona nebawera ye, lê bona bawermenda. Heger tʼemamîya civînê pêva bicive û hʼemû jî zimanêd xerîb xeber din, hingê hineke nezan yan nebawer bikʼevine hindurʼ, wê nebêjin: «Evana dîn bûne»? Lê heger hʼemû jî pʼêxembertîyê bikin, hingê yekî nebawer yan nezan bikʼeve hindurʼ, wê ji hʼemû gotinêd wan xwe mukurʼ bê û bê gunekʼarkirinê, surʼêd dilê wîda jî wê bêne eʼyankirinê û deverʼû li ber Xwedê bikʼeve, wî bihʼebîne û deng hilde bêje: «Rʼastî jî Xwedê nav weda ye!» Em îdî çawa bikin gelî xûşk-bira? Gava hûn dicivine cîkî, her kesê ji we çî wî hebe, heger kʼulam be, hînkirin be, eʼyantî be, xeberdana zimanêd xerîb be, şirovekirina zimanêd xerîb be, bira hʼemû jî bona avabûna civînê bin. Heger yek bi zimanê xerîb xeber dide, bira dudu bin, yan ya lape zeʼf sisê, lê bira yek pey yekîrʼa xeber de û yek jî şiroveke. Lê heger kesek tʼune ku şiroveke, bira ew civînêda dengê xwe neke, tʼenê ber xweda Xwedêrʼa xeber de. Û ji pʼêxembera jî bira dudu bin, yan ya lape zeʼf sisê xeber din û yêd din bira eʼnene kin. Lê heger li ber yekî ji nava rʼûniştîya jî tiştek vebe, îdî bira yê pêşin dengê xwe bibirʼe. Çimkî hûn hʼemû jî, yek pey yekîrʼa dikarin pʼêxembertîyê bikin, wekî hʼemû jî hîn bin û hʼemû jî dil bistînin. Û rʼuhʼêd pʼêxembera bin seʼvîtîya pʼêxemberada ne, çimkî Xwedê ne Xwedêyê bêpʼergalîyê ye, lê Yê eʼdilayîyê ye. Çawa nava hʼemû civînêd cimeʼta Xwedêda, bira jinêd we civînêda xwe kerʼ kin, çimkî îzina wan tʼune xeber din, lê bira guhdar bin, çawa Qanûn jî dibêje. Lê heger ew tiştekî dixwazin bizanibin, bira li malê ji mêrêd xwe bipirsin, çimkî ne cayîz e ku jin civînêda xeber de. Tʼu xebera Xwedê ji we derkʼet? Yan tʼenê gihîşte we? Heger yek difikire, ku xwexa pʼêxember e yan rʼuhʼanî ye, bira zanibe çi ku min werʼa nivîsîn, tʼemîya Xudan e. Lê heger yek guh nade van tişta, hûn jî guh nedine wî. Awa xûşk-birano, hʼeyra pʼêxembertîkirinêda bin û dengê yêd bi zimanêd xerîb xeber didin nedine birʼînê. Tʼenê her tişt bira bi tʼerbet, cî bi cî û maqûlî be. Ez wê Mizgînîyê dixwazim bînime bîra we xûşk-birano, ya ku min werʼa dannasîn kir û we qebûl kir, ser wê jî sekinîne. Bi wê jî hûn xilaz dibin, heger wê xeberê, ya ku min werʼa dannasîn kir, qewîn bigirin. Heger na, bawerîya weyê badîhewa be. Min ev yeka ser her tiştîrʼa, çawa stand, usa jî da we, ku Mesîh bona gunêd me mir, li gora nivîsara û hate definkirinê, rʼoja sisîya Ew Xwedêda ji mirinê rʼabû li gora nivîsara, Petrûsva xuya bû, peyrʼa her donzdeh şandîyava. Paşê carekêrʼa pênsid xûşk-birayî zêdetirva xuya bû, ji wan gelek hʼeta niha sax in, lê hinek jî mirine. Paşê Aqûbva xuya bû, peyrʼa hʼemû şandîyava. Axirîyê, pey hʼemûyarʼa minva xuya bû, çawa yekî ne serê xwe ji dîya xwe bûyî. Çimkî ez ji şandîya yê herî paş im, ku ne layîq im şandî jî bême gotinê, çimkî min civîna Xwedê zêrand. Lê ez bi kʼerema Xwedê me çi jî heme û kʼerema Wî ku bi minrʼa ye, boş-betal nîbû. Lê serda ez ji wan hʼemû şandîya zeʼftir xebitîm û ne ku ez bûm, lê kʼerema Xwedêye ku bi minrʼa ye. Awa heger ez bim, yan ew bin, em hʼemû jî aha dannasîn dikin û we aha jî bawer kirîye. Awa heger em dannasîn dikin, ku Mesîh ji mirinê rʼabûye, çawa ji we hinek dibêjin, ku rʼabûna mirîya tʼune? Heger rʼabûna mirîya tʼune, ku usa ye Mesîh jî ji mirinê rʼanebûye. Û heger Mesîh ji mirinê rʼanebûye, ku usa ye dannasînîya me jî boş-betal e û bawerîya we jî boş-betal e. Û emê jî bibine şeʼdêd Xwedêye derew, çimkî me bona Xwedê şeʼdetî da, ku Ewî Mesîh ji mirinê rʼakir, lê heger mirîyê rʼanebin, ku usa ye Ew jî ji mirinê rʼanekirîye. Çimkî heger mirîyê rʼanebin, ku usa ye Mesîh jî ji mirinê rʼanebûye. Û heger Mesîh ji mirinê rʼanebûye, wekî usa ye bawerîya we badîhewa ye, hela hê hûne nava gunêd xweda ne û ewêd bawerîya Mesîhda jî mirine unda bûne. Heger tʼenê em bona vê jîyînê gumana xwe Mesîh tînin, ku usa ye em ji hʼemû meriva meʼrimtir in. Lê rʼast Mesîh ji mirinê rʼabûye, çawa berê deremeta pêşin ji nava mirîya rʼabûyî. Mirin rʼûyê merivekîda bû, bi merivekî jî wê rʼabûna mirîya bibe. Çawa hʼemûyêd ji Adem bûyî dimirin, usa jî hʼemûyêd ji Mesîh bûyî wê sax bin. Lê her kes dora xweda: Pêşîyê Mesîh çawa berê deremeta pêşin, paşê yêd pʼara Mesîh, wextê hatina Wîda. Hingê axirî wê bê, gava kʼoka her serwêrtîyê, hʼukumetîyê û qewatê bîne û pʼadşatîyê bide destê Bav Xwedê. Çimkî Ew gerekê pʼadşatîyê bike, hʼeta ku Xwedê hʼemû dijmina bike binê pʼîyêd Wî. Dijminê xilazîyê ku wê kʼokê lê bîne, mirin xwexa ye, çimkî nivîsar dibêje: «Xwedê her tişt binê pʼîyada êlimî Wî kir». Lê gava tê gotinê «her tişt» êlimî Wî kir, feʼmdarî ye, pêştirî Wî Xwedêyî, Yê ku her tişt êlimî Wî kir. Û gava her tişt êlimî Wî bin, hingê Kurʼ Xwexa jî wê êlimî Wî Xwedêyî be, Yê ku her tişt êlimî Wî kir, wekî her tiştîda Ew bibe Xwedêyê her tiştî. Wekî din gotî, ewêd ku bona mirîya têne nixumandinê wê çi bikin? Heger mirîyê tʼu car rʼanebin, îdî çima bona mirîya têne nixumandinê? Çima em jî her gav xwe davêjine ser sêla sor? Ew firʼnaqbûna min şeʼde ye, xûşk-birano, ya ku ez pê we firʼnaq dibim yektîya Mesîh Îsayê Xudanê meda, ez her rʼoj dest ji eʼmirê xwe dikʼişînim. Heger min Efesêda şerʼê xwe dereca merivayêda tʼevî «seʼva» kir, çi kʼete kʼîsê min? Heger rʼabûna mirîya wê tʼunebe, de îdî «em bixwin-vexwin, çimkî emê sibê bimirin», çawa hinek dibêjin. Nexapin! «Hevaltîya xirab merivê xweyîpʼergal xirab dike». Rʼast bifikirin, ser hʼişê xweda werin, îdî guna nekin, çimkî hinek ji we hê Xwedê nas nakin, ez vê yekê dibêjim, ku hûn şerm bikin. Lê belê yekê bêje: «Mirî çawa dikarin rʼabin û qalibê wanê çawa be?» Serê aqil! Ew tʼoximê ku tu diçînî, hʼeta «nemire» jîyînêrʼa şîn nabe. Û ew tiştê ku tu diçînî, ne ku wî qalibî diçînî, kʼîjan ku wê bigihîje, lê hʼebeke sade ye, mesele genim, yan jî ji tʼoximêd mayîn. Û Xwedê qalib dide wî tʼoximî, çawa ku dixwaze û her tʼoximek qalibê xwe distîne. Hʼemû qalib xûn-goştek nînin, qalibê mêriv başqe ye û qalibê hʼeywên başqe, yê teyreda başqe ye, yê meʼsîya jî başqe. Qalibêd li eʼzmên jî hene, qalibêd li dinê jî hene, lê rʼewşa yêd eʼzmên başqe ye û yêd dinê başqe. Rʼewşa teʼvê başqe ye, rʼewşa hîvê başqe û rʼewşa steyrka jî başqe ye û her steyrkek bi rʼewşa xwe ji hev têne firqîkirinê. Bi vî awayî jî rʼabûna mirîya ye: Qalibê dêris tê çandinê, yê nedêris wê rʼabe. Ew bêrʼewş tê çandinê, bi rʼewşê wê rʼabe, ew bêtʼaqetîyê tê çandinê, bi qewatê wê rʼabe. Qalibê bînber tê çandinê û qalibê rʼuhʼanî wê rʼabe. Çawa ku qalibê bînber heye, usa jî qalibê rʼuhʼanî heye. Aha jî nivîsar e: «Merivê pêşin Adem, bû bînberekî sax», lê Ademê paşin bû rʼuhʼekî jîyîndayînê. Lê belê pêşîyê yê rʼuhʼanî nebû, lê yê bînber, paşê yê rʼuhʼanî. Merivê pêşin ji xwelîya eʼrdê bû, merivê duda ji eʼzmên bû. Çawa yê ji xwelîyê bû, usa jî yêd ji xwelîyê ne, çawa yê ji eʼzmên e, usa jî yêd ji eʼzmên in. Û me çawa kirasê yê ji xwelîyê li xwe kirîye, emê usa jî kirasê yê ji eʼzmên li xwe kin. Gotina min ev e xûşk-birano, wekî xûn û goşt li Pʼadşatîya Xwedê nikarin war bin, ne jî dêrisbûn wê li nedêrisbûnê war be. Kʼa bibihên, ez surʼekê werʼa bêjim: Em hʼemûyê nemirin, lê em hʼemûyê jî bêne guhastinê, nişkêva, çawa çʼeʼvê xwe bigirî-vekî, dema borʼîya axirîyê bê lêdanê. Çimkî gava borʼî bê lêdanê, mirî wê nedêrisbûyî rʼabin, emê jî bêne guhastinê. Çimkî gerekê evî dêris nedêrisîyê li xwe wergire û evî mirî nemirîyê li xwe wergire. Lê gava evî dêris nedêrisîyê li xwe wergire û evî mirî nemirîyê li xwe wergire, hingê ew gotinê bê sêrî, ku nivîsar e: «Serkʼetinê mirin hʼûfî xwe kir». «Mirin, kʼanê qîlê jeʼra te? Mirin, kʼanê serkʼetina te?» Qîlê mirinê gune ye û qewata guna ji Qanûnê ye. Lê şikir ji Xwedê, ku em bi destê Xudanê me Îsa Mesîh ser xistin. Awa xûşk-birayêd mine delal, qewîn bimînin, ji cîyê xwe nehʼejin, her gav şixulê Xudanda pêşda herʼin, bizanibin xebata we boş-betal nîne li ber Xudan. Lê niha derheqa kʼomektʼopkirina bona cimeʼta Xwedê, min çawa tʼemî da civînêd Galatyayê, hûn jî usa bikin: Her yekşem, destê ji we her kesîva çiqas tê, bira tiştekî destê xwerʼa paş xe, nebe ku gava ez bêm, hingê bê tʼopkirinê. Û gava ez bêm, hûn jî rʼê kʼîjanarʼa dibînin, ezê pê destê wan, bi nivîsar pʼêşkʼêşêd we bişînime Orşelîmê. Û heger minrʼa jî bikʼeve, ku ez herʼim, îdî ewê tʼevî min bên. Pey çûyîna qeza Mekedonyayêrʼa, ezê serîkî li we xim, çimkî ezê Mekedonyayêrʼa derbaz bim. Dibe ku li cem we bimînim, yan jî zivistana xwe wir derbaz kim û hingê hûn dikarin min verʼêkin, ez kʼuda ku herʼim. Çimkî ez niha naxwazim ku we ser rʼîya xwe bibînim herʼim, lê ez guman im ku xêlekê cem we bimînim, heger Xudan hʼiz bike. Lê niha ezê hʼeta Rʼoja Pêncîye hʼesab, li Efesê bimînim, çimkî dergehekî xêrêyî mezin li ber min vebûye û peykʼetîyêd min gelek in. Heger Tîmotʼêyo bê cem we, usa bikin ku ew ji we venekʼişe, çimkî ew jî bona Xudan dixebite, çawa ez. Usa bira tu kes wî bêqedir neke. Wî bi xêr-silamet verʼêkin, wekî bê cem min, çimkî ez hîvîya wî û birayêd tʼevî wî me. Lê derheqa Apoloyê birada, min gelekî lava jê kir, ku tʼevî bira ser weda bihata, lê nêta wî hatinê niha qet tʼunebû, lê wê bê, gava mecal bikʼevê. Hʼişyar bimînin, bawerîyêda hʼîmgirtî bin, eʼgît bin, bişidin, bira her kirinêd we bi hʼizkirinê bin. Niha hûn zanin ku Stêfanas mala xweva bawermendêd qeza Axayayêye pêşin e û wan xwe dane xizmetkʼarîya cimeʼta Xwedê. Îdî ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, ku hûn gurʼa yêd usada bin, usa jî gurʼa wan hʼemûyada, yêd ku tʼevî şixulê vê xebatê dibin. Ez bona hatina Stêfanas, Fortûnato û Axayîko şa me, barê dilê minda wana dewsa we girt, bi wê yekê dilê min û we jî rʼihʼet kirin. Qedirê yêd usa bigirin. Civînêd qeza Asyayêda li we silav dikin. Akîla û Priskîla tʼevî civîna mala xweda gelekî yektîya Xudanda li we silav dikin. Hʼemû xûşk-birayêd vir li we silav dikin. Bi rʼamûsana şîrê hʼelal li hevdu silav kin. Ev silav, bi destnivîsara min Pawlos e. Heger yek Xudan hʼiz nake, bira nifirʼ li wî be. «Maranatʼa ». Kʼerema Xudan Îsa li we be. Ez we pʼara Mesîh Îsa kʼetîya hʼiz dikim. Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa û Tîmotʼêyoyê birayê me, civîna Xwedêye Korintʼêrʼa û wê tʼemamîya cimeʼta Xwedêrʼa, ya ku tʼevayîya qeza Axayayêda ye: De bira kʼerem û eʼdilayîya Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh li we be. Şikir Xwedêyê Bavê Xudanê me Îsa Mesîhrʼa, Bavê dilşewatîyê û Xwedêyê hʼemû berdilîyê. Ew nava hʼemû teʼlî-tengîyada dil dide ber me, wekî em jî bikaribin dil bidine ber wan, yêd ku nava her cûrʼe teʼlî-tengîyada ne, bi wê berdilîyê, pê kʼîjanê em xwexa ji Xwedê têne berdilîkirinê. Belê çawa em tʼevî wan cefayêd Mesîhe gelek dibin, usa jî gelekî bi destê Mesîh ber dilê meda tê hatinê. Heger em teʼlî-tengîyada ne, ew bona berdilî û xilazbûna we ye û heger em berdilîkirî ne, ew bona wê berdilîya we ye, ku hûn bikaribin bi sebirê wan teʼlî-tengîya bikʼişînin, kʼîjana em jî dikʼişînin. Û em weda eʼseyî guman in, çimkî em zanin ku hûn çawa tʼevî cefayêd me ne, usa jî tʼevî berdilîya me ne. Em naxwazin ku hûn haş ji wan teʼlî-tengîya tʼunebin xûşk-birano, yêd ku me qeza Asyayêda kʼişandin. Em ji qewata xwe der haqasî kʼetine bin barêd giran, hʼeta ku me destê xwe ji eʼmirê xwe jî kʼişand. Belê me xwerʼa qirara mirinê hʼesab kir, lê ev yek bû wekî em gumana xwe nedine ser xwe, lê ser Xwedê, Yê ku mirîya ji gorʼa rʼadike. Ji destê wê mirina tirs û xof Ewî em xilaz kirin û wê xilaz ke jî. Û gumana me heye ku wê dîsa me xilaz ke, bi alîkʼarîya wan duayêd ku hûn bona me dikin. Bi vî awayî bi saya duayêd geleka kʼerem wê merʼa bê dayînê û gelekê bona me şikirîyê bidine Xwedê. Rʼûspîtîya me ev e: Îsafa me şeʼdetîyê dide, wekî me bi dilê sax û vekirî ji Xwedêda li vê dinê eʼmirê xwe derbaz kir, îlahî hindava weda, ne ku bi serwaxtîya merivayîyê, lê bi kʼerema Xwedê. Em tiştekî din werʼa nanivîsin, pêştirî wan tiştêd ku hûn dikarin bixûnin û feʼm bikin û ez guman im ku hûnê tʼam feʼm bikin, çawa ji pʼirʼî-hindikî we em feʼm kirine, wekî hûn bigihîjine wê feʼmînê ku em rʼûspîtîya we ne, çawa hûn jî ya me ne, Rʼoja hatina Xudan Îsa. Min bi vê gumanê şêwira xwe kir, pêşîyê bihatama cem we, ku we du cara kʼerem bistanda, awa gotî serîk bida we, ji cem we biçûma Mekedonyayê û ji Mekedonyayê jî dîsa ser weda vegerʼîyama, ku we jî ez li alîyê Cihûstanêda verʼêkirama. Gava ez aha dişêwirîm, gelo min sivikayî kir? Yan şêwira xweda mîna bendê vê dinyayê şêwirîm, ku «Belê» û «Na»-ya min sibeh-êvar nebe yek? Lê Xwedê şeʼde ye, ku sozê me werʼa nebûye «Belê» û paşê «Na». Çimkî Kurʼê Xwedê, Îsa Mesîh ku pê me werʼa hate dannasînkirinê, (bi min, Sîlas û Tîmotʼêyo), «Belê» û «Na» nebû, lê nava Wîda tʼimê «Belê» ye. Çimkî hʼemû sozêd Xwedê bi Îsa Mesîh «Belê» ne, lema jî em bi Wî «Amîn» dibêjin, bona rʼûmeta Xwedê. Û Xwedê ye, yê ku em weva tʼevayî yektîya Mesîhda hʼîmgirtî kirin. Xût Wî em kʼifş kirin û mora Xwe danî ser me, Rʼuhʼê Pîroz kire dilê me çawa bihê ji ber sozê Xweva. Lê ser minrʼa Xwedê şeʼde ye, ku min qêmîşî we nekir, ku nehatime Korintʼê. Em hʼukumî ser bawerîya we nakin, çimkî hûn bawerîyêda şidîyayî ne, lê em tʼevî we dixebitin bona şabûna we. Awa min xwexa xwerʼa qirar kir ku dîsa neyêm dilê we bêşînim. Çimkî heger ez dilê we bêşînim, îdî kʼê wê dilê min şa ke, pêştirî ewêd ku min dilê wan êşandine? Min ew yek neʼma xweda nivîsîbû, ku nebe gava ez bêm, yêd ku gerekê min şa kin, ew dilê min bêşînin. Çimkî ez we hʼemûyada guman im, ku şabûna min şabûna we hʼemûya ye. Min bi gelek hêsira, bi gelek kʼeder û kʼesera dilê xwe werʼa nivîsî, wekî hûn ne ku li ber xwe kʼevin, lê wekî wê kʼûrayîya hʼizkirina mine hindava xweda feʼm bikin. Awa heger yekî dilêşî kir, ne ku tʼenê dilê min êşand, lê yê hineka jî, wekî gelekî zêde nekim, nebêjim yê we hʼemûya jî. Ew ceza besî wî merivî ye, ku ji we geleka wîrʼa hatîye dayînê. Lê niha hûn gerekê bibaxşînine wî û li ber dilê wîda bên, wekî kʼerbî berxwekʼetinê xwe unda neke. Awa ez hîvî ji we dikim, hʼizkirina xwe hindava wîda mak kin. Hema bona wê yekê jî min nivîsîye, wekî we bicêrʼibînim bizanibim kʼa hûn her tiştîda guhdar in. Heger hûn tiştekî dibaxşînine yekî, ez jî tʼevî we me. Û heger tiştekî baxşandinê hebe, bona we li ber dîndara Mesîh dibaxşînim, wekî mîrêcin piştê li me neşkêne, çimkî em haş ji hʼunurêd wî hene. Gava ez bona Mizgînîdayîna Mesîh gihîştime Troyayê, min dît ku Xudan derîk li ber min vekirîye. Lê dilê min ne rʼihʼet bû, çimkî min birê xwe Tîto li wir nedît. Hingê min xatirê xwe ji wan xwest, çûme qeza Mekedonyayê. Lê şikir ji Xwedê, ku tʼimê me pʼêga kʼoma Mesîhe serkʼetinêda pêşda dibe û bîna naskirina xwe bi me her dera bela dike. Çimkî em bîna Mesîhe xweş in li ber Xwedê, hin nava xilazbûyîyada, hin nava undabûyîyada. Bona hineka em bîna mirinê ne, ku wan berbi mirinê dibe û bona hineka jî bîna jîyînê, ku wan berbi jîyînê dibe. Û kʼî dikare vî barî hilde? Em ne mîna hineka ne, yêd ku xebera Xwedê kʼara xweva girêdidin, lê belê em çawa merivne ji Xwedêda şandî, li ber Xwedê bi heleqetîya Mesîh pê sitqê dilê rʼast xeber didin. Gelo em dîsa vedigerʼin, xwexa pesinê xwe bidin? Yan mîna hineka merʼa lazim e em şeʼdeneʼma ser weda bişînin, yan ji we bistînin? Ne hûn in şeʼdeneʼmêd me dilê meda nivîsar, alîyê her merivîda naskirî û xwendî? Kʼifş e ku hûn neʼma Mesîh in bi xizmetkʼarîya me nivîsar, ne ku bi hʼubirê, lê bi Rʼuhʼê Xwedêyê sax, ne ku ser selêd kevirî, lê ser tʼextêd dilê xûn û goşt. Em vê yekê Xwedêda guman in bi saya Mesîh. Ne ku em ji xwe hʼesab dikin ku em layîqî vê kirinê ne, lê karîna me ji Xwedê ye. Ewî ew karîn da me, wekî em bibine qulixkʼarêd peymana nû, ne ku yê nivîsarê, lê yê Rʼuhʼ, çimkî qanûna nivîsar dikuje, lê Rʼuhʼ dide jîyînê. Awa heger ew qulixê ku ser kevira bi hʼerfa kʼolayî bû û axirîyê mirinê pêşda tîne haqas xweyîrʼûmet bû, wekî zarʼêd Îsraêl nikaribûn rʼûyê Mûsa binihêrʼîyana, ji dest wê şewqa rʼûyê wîyî ku dîsa wê derbaz bûya biçûya, lê belê qulixê Rʼuhʼ wê hê çiqas xweyîrʼûmet be? Çimkî heger ew qulixê ku axirîyê dîwan ser merivada danî, haqas xweyîrʼûmet bû, hê çiqas zêde wê xweyîrʼûmet be ew qulixê ku meriv pê bêsûc dibin. Belê yê ku xweyîrʼûmet bû, ew bêrʼûmet derkʼet ji ber wê rʼûmeta ku ser wêrʼa bû. Heger qulixê ku wê derbaz bibûya biçûya xweyîrʼûmet bû, îdî yê ku wê bimîne, hê çiqas xweyîrʼûmet e! Awa em xweyê vê gumanê ne, lema xeberdana xweda mêrkʼîmî ne. Em ne mîna Mûsa ne, çawa wî xêlî avîtibû ser rʼûyê xwe, wekî zarʼêd Îsraêl hʼeta xilazîyê ew rʼûmeta wê derbaz bûya nedîtana. Belê ew sewdayê xweda feʼmekorî bûn û hʼeta îro jî gava peymana kevin dixûnin, xût ew xêlî ser feʼmê wan dimîne. Ew hingê tê hildanê, gava ew dibine pʼara Mesîh. Belê hʼeta îro jî, gava Qanûna Mûsa dixûnin, xêlî ser feʼmê wan dimîne, lê gava yek li Xudan vegerʼe, hingê «ew xêlî tê hildanê». Û ew Xudan Rʼuhʼ e û Rʼuhʼê Xudan li kʼu derê be, li wê derê jî azayî heye. Awa em hʼemû jî rʼûkî bêxêlîkirî mîna neynikê şewqa rʼûmeta Xudan vedigerʼînin û em bi derecêd rʼûmet bi rʼûmetê têne guhastinê, dibine xût ew sûretê Wî, ev yek bi alîkʼarîya Xudan e, ku xwexa Rʼuhʼ e. Bona vê yekê em ji vî qulixî venakʼişin, ya ku me bi rʼeʼma Xwedê standîye. Lê belê em ji tiştêd eʼybe dizîva dûr in û fêlbazîya nakin, xebera Xwedêda qelpîyê nakin. Lê serda em rʼastîyê eʼyan dikin û bi vî awayî xwe dîyarî îsafa her merivî dikin li ber Xwedê. Lê heger ev Mizgînîya ku em didin veşartî ye jî, ew li ber undabûyîya veşartî ye. Mîrê vê dinyayêyî neheq şeverʼeşa kora anîye ser feʼmê nebawera, wekî rʼonaya Mizgînîya rʼûmeta Mesîh nede ser wan, Yê ku sûretê Xwedê ye. Em ne ku xwe dannasîn dikin, lê Îsa Mesîh çawa Xudan û xwe jî çawa xulamêd we, bona Îsa. Wî Xwedêyê ku got: «Bira ji teʼrîyê rʼonayî derê», Wî xwexa dilê meda şewq da, wekî em rʼûmeta Xwedê nas kin, bi wê şewqa ku ji rʼûyê Mesîh dertê. Lê ev xizne nava me derdanêd hʼerʼîda heye, wekî bê kʼifşê ku zorayîya qewatê ji Xwedê ye, ne ku ji me. Em her alîyava teʼlî-tengîyada ne, lê nav dest-pʼîyê tengasîyada naçin, derecê bêgumanda ne, lê bêguman nînin, xweyîneyar in, lê ne bêyar in, lêdayî-kʼetî ne, lê ne undabûyî ne. Her gav em mirina Îsa bedenêd xweda dibin, wekî jîyîna Îsa jî bedena meda kʼifş be. Çimkî eme ku sax in, bona Îsa mirinêrʼa têne dayînê, wekî jîyîna Îsa jî qalibê meyî mirîda kʼifş be. Awa mirin nava meda ya xwe dike, lê jîyîn nava weda. Çawa nivîsar e: «Min bawer kir, lema xeber da». Xût bi wî rʼuhʼê bawerîyê em jî bawer dikin û lema xeber didin. Em zanin Ewê ku Xudan Îsa ji mirinê rʼakir, wê me jî tʼevî Îsa ji mirinê rʼake û me tʼevî we ber xwe bide sekinandinê. Belê ev hʼemû bona we ye, ku gava kʼerem hê ser gelekada birʼije, şikirdarîya rʼûmeta Xwedê jî hê zêde be. Lema em ji vê yekê venakʼişin. Belê em ji dervava dêris dibin diçin, lê dilda rʼoj bi rʼoj nûyejîyîn dibin. Çimkî cefêd meye dem-deme sivik me dikine xweyîyê rʼûmeta girane hʼeta-hʼetayêye bê himber. Awa em dîna xwe nadine tiştêd xuya dibin, lê yêd nexuya, çimkî tiştêd xuya bona wextekî ne, lê yêd nexuya hʼeta-hʼetayî ne. Çimkî em zanin, heger qalibê meyî axîn mîna konê firarî xirab be, maleke meye hʼeta-hʼetayê li eʼzmana heye, ya ku bê dest ji Xwedêda çêkirî ye. Û belê em vî konîda dineʼlin, hʼeyra wê yekêda ne, ku mala xweye eʼzmanî li xwe wergirin, wekî, gava em wê xwe wergirin, bê sitʼar kʼifş nebin. Belê hʼeta ku em vî konîda dimînin, bin barê giranda dineʼlin, ne ku em dixwazin vî ji xwe bêxin, lê ya eʼzmanî ser xwe wergirin, wekî yê xweyîmirin wê jîyînêda betavebe here. Xwedê Xwexa em vê yekêrʼa hazir kirine û Rʼuhʼê Xwe çawa bihê ji ber sozê Xweva da me. Awa em her gav vê yekêda eʼseyî guman in. Em zanin hʼeta em vî qalibîda dimînin ji Xudan dûr in, çimkî em bi bawerîyê dijîn, ne ku bi dîtina çʼeʼva. Û gumana meye eʼseyî heye û hê dixwazin ji vî qalibî derên li cem Xudan bihêwirin. Bona vê yekê em diceʼdînin, ku heger em bimînin yan derên, tʼenê li Wî xweş bên. Çimkî gerekê em hʼemû jî li ber dîwana Mesîh bisekinin, wekî her kes weke wan eʼmelêd qalibê xweda kirî bistîne, çi ku kiribe, qencî yan xirabî. Awa em ku haş ji xofa Xudan hene, dikin ku meriva bînine rʼayê. Û em Xwedêva jî eʼyan in, guman heye, ku em îsafa weva jî eʼyan in. Ne ku em ber we dîsa pesinê xwe didin, lê mecalê didine we, ku hûn bi me bifirʼin, wekî tiştekî weyî gotinê wanrʼa hebe, yêd ku bi dîtina çʼeʼva difirʼin, ne ku bi ya dilada. Heger me hʼişê xwe unda kirîye, ew bona Xwedê ye, lê heger em ser hʼişê xwe ne, ew bona we ye. Hʼizkirina Mesîhe hindava meda pʼêyî ser me dike, çimkî em feʼm dikin, ku yek bona hʼemûya mirîye, ku usa ye hʼemû jî mirine. Mesîh bona hʼemûya mir, wekî ewêd sax bona xwe sax nîbin, lê bona Wî, Yê ku bona wan mir û ji mirinê rʼabû. Çi li me dikʼeve, em îdî niha kesekî bi tiherê merivayî nanihêrʼin. Rʼast e wextekê me bi tiherê merivayî Mesîh nihêrʼî, lê niha îdî em usa nanihêrʼin. Awa heger yek yektîya Mesîhda ye, ew eʼfirînekî nû ye, tiştêd kevin derbaz bûn çûn û va yêd nû hatin. Ev her tişt ji Xwedêda ne, ku em bi Mesîh tʼevî Xwe li hev anîn û qulixê lihevanînê da me. Awa gotî Xwedê bi Mesîh dinya tʼevî Xwe li hev anî, neheqîyêd wan wanrʼa neheqî hʼesab nekirin û gotina lihevanînê sparte me. Awa em ji alîyê Mesîhda qasidîyê dikin, çawa ku Xwedê bi me hîvî ji we dike: Em alîyê Mesîhda rʼeca ji we dikin, tʼevî Xwedê li hev werin! Ewî ku heleqetîya Wî tʼevî guna tʼunebû, Xwedê Ew bona me kire heval-pʼarê guna, wekî em yektîya Wîda bibine heval-pʼarêd rʼastîya Xwedê. Em jî çawa heval-xebatêd Xwedê îdî hîvî ji we dikin, yêd ku kʼerema Xwedê standine, nehêlin ku ew kʼerem bêfeyde be. Çimkî Xwedê dibêje: «Dema rʼeʼm-kʼeremê Min dengê te bihîst û rʼoja xilazbûnêda hatime hewara te». Va niha ye dema rʼeʼm-kʼeremê! Va niha ye rʼoja xilazbûnê! Em dikin tʼu tiştîda nebine bayîsê kʼetina tʼu kesî, wekî qulixê me neyê lomekʼarkirinê. Lê her tiştîda em xwe bi sebira xweye mezin didine kʼifşê, çawa qulixkʼarêd Xwedê: Teʼlî-tengîyada, hêsîrî-belengazîya û derd-kulada, lêdanada, kelada û her alîyava hʼicûmkirî, kʼesirî, bêxew, birʼçî, bi nixta hʼelal, bi zanebûnê, bi dilê fire, bi şîrinayîyê, bi Rʼuhʼê Pîroz û bi hʼizkirina bêhʼilekʼarî, bi gotina rʼastîyê û qewata Xwedê. Em bi destê çʼep û rʼastê jî rʼasthʼesabûnêva sîlihʼkirî ne, hurmetê û bêhurmetîyêda, qedir û rʼezîlîyêda. Me hʼesab dikin çawa yêd derewîn, lê em ser rʼastîyê ne, me hʼesab dikin çawa yêd nenas, lê yêd bi nav û deng in, çawa yêd mirî, lê va ye eme sax in, çawa ceza standî, lê nekuştî ne, em çawa yêd zelûlîyêda ne, lê em her tʼim şa ne, çawa yêd belengaz, lê em geleka dewletî dikin, çawa kʼifş dibe yanê tiştekî me tʼune, lê her tiştêd me hene. Me vekirî werʼa xeber daye gelî korintʼîya, dilê me jî hindava weda fire ye. Hûn ji alîyê meda bînteng nabin, lê hûn bîna xwe li xwe teng dikin. Ez çawa tʼevî zarʼêd xwe xeber didim, hûn jî weke wê yekê li me vegerʼînin û dilê xwe merʼa vekin. Tʼevî nebawera nekʼevine binê nîrekî. Çi kʼarê heqîyê tʼevî neheqîyê heye? Yan çi heleqetîya rʼonayê tʼevî teʼrîyê? Û çi tʼifaqîya Mesîh tʼevî cin heye? Yan çi pʼar nava bawermenda û nebawerada heye? Yan jî çi hevaltîya pʼaristgeha Xwedê tʼevî ya pʼûta heye? Çimkî em pʼaristgeha Xwedêyê sax in! Çawa Xwedê got: «Ezê nava wanda bimînim, nava wanda bimeşim, Xwedêyê wan bim û ewê jî cimeʼta Min bin». Bona vê yekê «Xudan dibêje: De rʼabin ji nava wan derên, cude bin. Li tiştêd hʼeram nekʼevin, û Ezê we qebûl kim, Bavê we bim, hûnê jî kurʼ û qîzêd Min bin, Xudanê Hʼemû Zorayîyê dibêje ». Em ku xweyê van soza ne delalno, de em xwe ji hʼemû kʼirêtîya qalib û rʼuhʼê xwe paqij kin û bi xofa Xwedê lap buhurtî-jibare bin. Me dilê xweda cî kin! Me neheqî tʼu kesî nekirîye, zîyan nedaye tʼu kesî û kesek kʼara xwerʼa nedaye xebatê. Ez vê yekê nabêjim ku we neheq kim, lê çawa min pêşda gotîye, hûn dilê meda ne, heger em bimirin yan bijîn em tʼevî we ne. Ez gelekî weda guman im, gelekî pê we firʼnaq dibim! Nava hʼemû teʼlî-tengîyêd meda berdilîya we ji serê min zêdetir e û şabûnêda kʼim-kʼimî me. Belê gava em gihîştine Mekedonyayê, me qet rʼihʼetî nedît, lê me hʼemû alîyava teʼlî-tengî kʼişandin, dor-bera şerʼ-deʼw bûn, dilada jî xem û derd bûn. Lê Xwedêyê ku ber dilê şkestîyada tê, bi hatina Tîto dil da ber me û ne ku tʼenê pê hatina wî, lê bi wê yekê jî, ku çawa we dil dabû ber wî. Ewî merʼa gilî kir, ku hûn çiqasî demana minda ne, şîn û girî ne û xîreta min dikʼişînin. Bi vê yekê dilê min hê şabûn kʼetê. Belê heger min pê wê neʼmê dilê we êşand, ez ne pʼoşman im. Rʼast e ez pʼoşman bûm, gava min dît ku wê neʼmê hinek wext dilê we êşand. Lê niha ez şa me, ne ku bona wê yekê ku hûn ber xwe kʼetine, lê çimkî hûn bona tʼobekirinê ber xwe kʼetin. Hûn li gora xwestina Xwedê ber xwe kʼetin, usa ku we tʼu zîyan ji me nedît. Berxwekʼetina li gora xwestina Xwedê mêriv berbi tʼobeyîyê dibe ku xilaz ke û pʼoşmanî têda tʼune, lê berxwekʼetina ji vê dinyayê berbi mirinê dibe. De dîna xwe bidine wê berxwekʼetina li gora xwestina Xwedê ku çiqas kʼar da we: We çawa ceʼdand bi rʼûspîtî caba xwe da! Çi hêrs, çi xof, çi hʼizret, çi xîret, çi cezadayîna bona neheqîyê! We hʼemû alîyava xwe da kʼifşê, ku hûn van yekada ser nixta hʼelal in. Awa ew neʼma ku min werʼa nivîsî, ne bona wî bû, yê ku neheqî kir û ne bona yê hate neheqkirinê, lê belê wekî ew demana weye hindava meda li ber Xwedê eʼyan be. Bona vê yekê dil hate ber me. Pêştirî wê berdilhatinêda, hê gelekî dil hate ber me bona şabûna Tîto, çimkî we hʼemûya dilê wî rʼihʼet kiribû. Li ber wî ez pê we firʼnaq bûm û ez rʼûrʼeş dernekʼetim. Lê çawa her tiştê ku me werʼa got rʼast bû, usa jî ew firʼnaqîya meye ber Tîto rʼast derkʼet. Û dilê wî hê ser we germ bûye, gava bona guhdarîya we hʼemûya bîr tîne, ku we çawa bi xof û tirs ew qebûl kirîye. Ez şa me, ku her tiştîda weda guman im. Îjar xûşk-birano, em wê kʼerema Xwedê weva didine hʼesandinê, ya ku civînêd Mekedonyayêrʼa hatîye dayînê. Nava wê hêsîrî-belengazîya ku pê hatine cêrʼibandinê û nava kʼesîbîya xweye giranda jî, şabûna wan hê zêde bû û hê xwe dane merʼdanîyê. Ez şeʼde me, ku wana weke qewata xwe û ji qewata xwe zêdetir jî bi rʼezedilî didan, gelekî hîvî jî dikirin, ku em qedirê wan bigirin, bihêlin ku ew tʼevî vê kʼomekdayîna bona cimeʼta Xwedê bin. Û ne haqas çiqas ku gumana me hebû, lê canîya xwe pêva pêşîyê dane Xudan û paşê me, bi eʼmirê Xwedê. Îdî hingê me ji Tîto hîvî kir, ku ew wî şixulê qencî ku nava weda destpêkir, xilaz ke jî. Çawa hûn her tiştîda tʼêre-tʼijî ne, bawerîyê, xeberdanê, zanebûnê, tʼemamîya xîretêda û wê hʼizkirina xweye hindava meda, usa jî vî şixulê qencda tʼêr-tʼijî bin. Ez vê xeberdanêda eʼmirî ser we nakim, lê wekî hûn çʼeʼv bidine xîreta hinekêd din bona kʼomekdayînê, dixwazim we bicêrʼibînim, kʼa hûn hʼizkirinêda çiqas şîrhʼelal in. Çimkî hûn kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh zanin: Rʼast e Ew yekî dewletî bû, lê bona we kʼesîb bû, wekî hûn bi kʼesîbbûna Wî dewletî bin. Ez vê yekêda fikira xwe werʼa dibêjim: Ev yek bona kʼara we ye, çimkî hê sala parva ne ku tʼenê we pêşîyê destpêkir wê yekê bikin, lê usa jî hûn pêşîyê wê yekêrʼa rʼazî bûn. De îjar vê kirina xwe bînine sêrî, wekî rʼezedilîya xweda çiqas xîret dikin, haqas jî bînine sêrî, weke qewata xwe. Çimkî heger hûn bi rʼezedilî kʼomekê bidin, ew weke wê yekê qebûl e, çiqas destê kʼêva tê, lê ne weke wê yekê, ku dêstda tʼune. Ez ne ku firêqetîya hineka dixwazim û tengasîya we, lê wekî her tişt weke hev be. Niha zêdeya we dikare kêmasîya wan tʼijî ke û rʼojekê jî zêdeya wanê kêmasîya we tʼijî ke. Bi vî awayî wê weke hev derê, çawa nivîsar e: «Kʼê gelek tʼop kir, zêde nebû û kʼê hindik tʼop kir, kêm nebû». Şikir ji Xwedê ku ew xîret da Tîto jî, ku alî we bike. Ew ne ku tʼenê hîvîkirina merʼa rʼazî bû, lê xîreta wî jî qebûl nekir, xwest bi rʼezedilî bê cem we. Tʼevî wî em wî birayî dişînin, yê ku hʼemû civînada bona Mizgînîdayînê pesinê wî didin û ne ku tʼenê haqas, lê usa jî ji alîyê civînada hate bijartinê, ku bibe hevalê wê rʼêwîtîya ku em kʼomekdayînêrʼa qulix dikin, bona rʼûmeta Xudan û wekî em dilxwestina xwe jî vê yekêda bidine kʼifşê. Em hʼevza xwe ji vê yekê jî dikin, ku nebe yek vî qulixê meyî merʼddayînêda me lomekʼar ke. Çimkî em dikin rʼast derên, ne ku tʼenê li ber Xudan, lê li ber meriva jî. Em tʼevî wan her du bira, birakî xweyî din jî dişînin, yê ku me gelek tiştîda ew cêrʼibandîye û tʼimê jî xîretkʼêş dîtîye û niha jî hê xîretkʼêş e hindava weda, çimkî ew gelekî weda guman e. Heger pirs bê ser Tîto, ew heval û xebatkʼarê tʼevî min e bona we. Lê heger bê ser wan her du birayêd me, ewana ji alîyê civînêda şandî ne, bona rʼûmeta Mesîh dixebitin. Awa hʼizkirina xwe û ew pesinê ku me bona we daye, wanrʼa bidine îzbatkirinê, wekî hʼemû civîn wê yekê bibînin. Derheqa kʼomekdayîna cimeʼta Xwedêda ev tiştekî zêde ye, ku ez werʼa binivîsim. Çimkî ez wê rʼezedilîya we zanim û nava mekedonîyada pê we firʼnaq dibim dibêjim, ku we bawermendêd qeza Axayayê hê sala parva kʼarê xwe kʼomekdayînê kirîye û ev xîretkʼêşîya we, gelek ji nav wanda leqandine. Û ez jî wan birayêd xwe dişînim, wekî firʼnaqîya mine hindava weda, wê yekêda betal derneyê, lê hûn usa hazir bin, çawa min wanrʼa gotîye, ku nebe heger mekedonî tʼevî min bên û bibînin hûn ne hazir in, em şermî bin (naxwazim bêjim hûn jî) wê gumanêda, ya ku em weda guman bûn. Lema jî min rʼê têrʼa dît, hîvî ji bira kir, ku berî min bêne cem we û tʼivdarekê wê pʼêşkʼêşa gumre, ya ku we soz dabû bibînin. Hingê ewê bi rʼezedilîyê hazir be, ne ku bi destê zorê. Vê yekê bîr nekin: Yê dest dide ber çandinê, wê hindikî jî bidirû, lê yê dest nade ber çandinê, wê gumre jî bidirû. Dilê her kesîrʼa çiqas derbaz dibe, bira haqasî jî bide, ne ku bide lê dilê wî pey be yan bi borcdarîyê be, çimkî Xwedê yê bi dil û eşq dide hʼiz dike. Xwedê dikare hʼemû alîyava ser weda bibarîne, wekî her alîyada her gav hʼemû tiştêd weye kêrhatî hebin û zêde be jî bona her kirinêd qenc. Çawa nivîsar e: «Wî gumre da belengaza, qencîkirina Wî hʼeta-hʼetayê dimîne». Ewê ku tʼoxim dide tʼoximrʼeş û nan jî bona xwarinê, wê tʼoxim pʼêşkʼêşî we ke û zêde ke, berêd qencîkirina we jî bigihîne. Hûnê her tiştîva dewletî bin, wekî her alîyava merʼd bin û ew qencîyêd hûn bi destê me dikin, bibine meʼnî ku şikirîyê bidine Xwedê. Û gava hûn vî qulixî dikin, ne ku tʼenê kêmasîya cimeʼta Xwedê tʼijî dikin, lê ev yek dike ku Xwedêrʼa hê şikirdayîn zêde be. Ev kirina we rʼastîya bawerîya we îzbat dike, bi vî awayî şikirîya xwe Xwedê tînin bona guhdarîkirina Mizgînîya Mesîhe ku hûn îqrar dikin û bona wê merʼdanîya we, ku hûn alîkʼarîya wan û hʼemûya dikin. Û ewê bona we dua bikin, hʼeyra weda bin, bona wê kʼerema Xwedêye ser kʼerema, ya ku werʼa hatîye dayînê. Şikir ji Xwedê bona wê dayîna wîye ku nayê gotin! Ez, Pawlos xwexa hîvî ji we dikim, bi milûktî û şîrinayîya Mesîh, çawa tê gotinê ku ez rʼû bi rʼû nava weda mîna berxekî me, lê dûrva hindava weda mîna şêrekî me. Ez rʼeca dikim, usa nekin ku gava bêm jî bibime şêr, çimkî ez eʼseyî zanim ku ez dikarim turuş kim hindava wanda jî hʼişk bim, yêd ku bona me usa difikirin, yançîye em bi merivayî dikin. Belê rʼast e em meriv in, lê bi merivayî eskerîyê nakin. Çʼekêd eskerîya me, ne yê merivayî ne, lê yêd qewate ji Xwedê ne, bona wêrankirina tʼeʼbîya. Em wan şêwira û hʼemû bilindcîyêd kʼubarîyêye miqabilî zanebûna Xwedê betal dikin û hʼemû fikira dikine hêsîr, êlimî Mesîh dikin. Em hazir in ceza bidine hʼemû neguhdara, gava guhdarîya we tʼam be. Hûn rʼeng-rʼûya dinihêrʼin. Kʼî xweda guman e, ku ew pʼara Mesîh e? Bira vê jî bifikire, ku çawa ew pʼara Mesîh e, usa jî em in. Çimkî heger ez hinekî jî zêde difirʼim, bona wê hʼukumdarîya ku Xudan da me, tiştekî şermîyê têda tʼune, ew bona avabûna bawerîya we ye, ne ku xirabbûnê. Awa ez dikim ku usa kʼifş nebe, yanê ez bi neʼmeyêd xwe we ditirsînim. Çawa hinek dibêjin: «Neʼmeyêd wî hʼişk in û bi qewat in, lê ew dîndara xweva belengazek e û xeberdanêda jî yekî pênebûyî ye». Yêd usa bira feʼm bikin, em dûrva bi xeber û neʼmeyêd xweva çawa ne, nêzîk kirêd xweda jî usa ne. Rʼast em newêrin, xwe ser mêzînê bikʼişînin û himberî wan kin, yêd ku xwexa pesinê xwe didin. Ewana nadine ber hʼişê xwe, gava nava xweda xwe pê hev çap dikin û xwe didine ber hev. Lê çi ji pʼeydayîna me dikʼeve, em nigê xwe ji berʼa xwe dirêjtir nakin, lê weke wî sînorê dayî, çiqas Xwedê kire pʼara me, ku digihîje hʼeta cem we. Em ji sînor der gaveke xwe navêjin, çawa hê negihîştibine cem we, çimkî gava rʼastîyê kʼeve em bi Mizgînîdayîna Mesîh îdî gihîştine hʼeta cem we. Em ji sînor dernayên û pê xebata hinekêd din nafirʼin. Lê em wê gumanê ne, ku bawerîya we bigihîje, weke wê dayîna ku me standîye, xebata me jî nava weda hê zêde berfire be. Em dixwazin ku ji we wêdatir derbaz bin, Mizgînîyê cîyêd din jî dannasîn kin, ne ku em bi kirê yekî din bifirʼin, yê ku sînorê xweda kirîye. Lê çawa nivîsar e: «Yê ku difirʼe, bira pê Xudan bifirʼe». Çimkî ne ku ewê pʼeyê xwe dide, li Xudan qebûl e, lê yê ku Xudan pʼeyê wî dide. Ez dixwazim ku hûn bikaribin hinekî bêhʼişîya min bibihêrin! Lê bikin ku bibihêrin jî! Ez kʼumrʼeşîyê we dikim, bi wê kʼumrʼeşîya Xwedê. Çimkî min hûn yekîrʼa, awa gotî Mesîhrʼa nîşan kirin, wekî we mîna qîzeke bikʼir li ber Wî bidime sekinandinê. Lê tʼenê ez ditirsim, tuwere çawa meʼr bi fêlbazîya xwe Hêwa xapand, usa jî ew hʼişê we biçelqîne û hûn destê xwe ji şîrhʼelalî û dilsaxîya xweye hindava Mesîhda bikin. Gava yek tê û Îsakî din dannasîn dike, kʼîjan me dannasîn nekirîye, yan rʼuhʼekî din hûn distînin, kʼîjan we ji me nestandîye, yan mizgînîke din dide, ku me nedaye we, hûn van tişta rʼind dibin. Lê bi tʼexmîna min ez tʼu tiştîva ji wan şandîyêd eʼyane ha kêmtir nînim! Dibe ez xeberdanêda ne ser xwe me, lê ne alîyê zanebûnêda. Me ev yek hʼemû alîyava her tiştîda nîşanî we daye. Gelo min gune kir, ku Mizgînîya Xwedê bê heq da we, xwe jî ber we şkênand, ku hûn bilind bin? Min civînêd mayîn tʼalan kirin ji ber heqê xweva, wekî xizmetkʼarîyê werʼa bikim. Û gava ez li cem we bûme hʼewcê tiştekî, min giranî neda ji we tʼu kesî, çimkî ew bawermendêd ku ji Mekedonyayê hatibûn, çi kêmasîyêd min hebûn, wana destê xwe dirêjî min kir. Belê min her alîyava kirîye ku giranîyê nedime we û dikim ku nedim jî. Bi wê rʼastîya Mesîh, ya ku nava minda ye, rʼûspîtîya min wê dor-berêd qeza Axayayêda jî betal derneyê. Çima ez aha dikim? Ez we hʼiz nakim? Wê yekê Xwedê zane! Û ez çawa dikim, ezê usa jî bikim, wekî rʼê nekʼeve wan, yêd ku meʼnîya digerʼin, wekî pʼeyê xwe bidin, yançîye ew jî mîna me dixebitin. Lê na, yêd usa şandîyêd derew in, pʼalêd qelp in, xwe dikine dilqê şandîyêd Mesîhe rʼast. Û ev yek ne tiştekî eʼcêbmayînê ye! Mîrêcin xwexa jî xwe dike dilqê milyakʼetê rʼonayîyê. Hilbet ne tiştekî mezin e, ku xizmetkʼarêd wî jî bikʼevine dilqê xizmetkʼarêd heqîyê. Axirîya wanê weke eʼmelêd wan be. Dîsa dibêjim, bira tʼu kes min bêhʼiş hʼesab neke. Lê heger hûn dikin jî, îdî bira min mîna yekî bêhʼiş qebûl kin, ku ez jî hinekî pʼeya bême xwe. Çi ku dibêjim, rʼast e li Xudan xweş nayê, lê çawa yekî bê hʼemdî xwe, ber bayê navê xwe kʼetî. Gelek bi merivayî pʼeyê xwe didin, ezê jî pʼeya bême xwe. Hûn merivne serwaxt in, lema bi dilekî şa li bêhʼişa sebir dikin! Belê, hûn sebir dikin, gava yek we dike xulam, yan hebûka we dixwe, yan we kʼara xwerʼa dide xebatê, yan ser werʼa kʼubar dibe, yan rʼûyê we dixe. Ez bi şermîyê dibêjim, ku em wê yekêda pênebûyî bûn! Heger yek rʼûyê wî digire bi tiştekî bifirʼe, rʼûyê min jî digire, (ez vê yekê ji bêfeʼmîya xwe dibêjim). Ewana îbranî ne? Ez jî. Îsraêlî ne? Ez jî. Ji rʼikʼinyata Birahîm in? Ez jî. Qulixkʼarêd Mesîh in? (Bêhʼişî xeber didim), ez hê ji wan zêdetir im! Ji wan zeʼftir xebitîme, ji wan zeʼftir kʼetime kela, ji wan zeʼftir lêdan xwarîye, gelek cara hʼeta ber derê mirinê jî çûme. Bi destê cihûya pênc cara, ji çilî yek kêm, bi qamçîya hatime lêdanê, sê cara bi destê rʼomîya bi şiva hatime lêdanê, carekê ez dame ber kevira, sê cara rʼastî gemîwelgerʼandinê hatime, şev û rʼojekê beʼrêda mame. Gelek rʼêwîtîyêd xweda nava cûrʼe-cûrʼe qede-belada bûme: Ji çʼema, ji rʼêbirʼa, ji miletê xwe, ji necihûya, bajêrda, çol-bestada, ser beʼrê, ji birayêd derew. Dixebitîm, diçerçirîm, gelek cara xewê şeva nedikir, tʼî-birʼçî, gelek cara bê nan, sermê û bêsitʼarîyêda bûm. Pêştirî tiştêd mayîn, xemêd hʼemû civînaye her rʼoj jî ser min tʼop dibin. Gava yek ser hʼalê xweda digirî, ez jî tʼevî wî digirîm! Gava yek ji rʼê tê derxistinê, dilê min jî diqilqile! Heger lazim be ez pʼeyê xwe bidim, ezê ser hʼalêd xweye sist pʼeya bême xwe. Xwedêyê Bavê Xudan Îsa, ku hʼeta-hʼetayê hêjayî şikirîyê ye, zane ku ez derewa nakim. Bajarê Şamêda welîyê berdestîyê Arêtas pʼadşa, bona ku min bigire, nobedar dabûne ber dergehêd bajêr, ez pê sepetê pʼencerekêrʼa sûrêva daxistime xwarê û ji destê wî rʼevîm. Min dikʼeve ez pʼeya bidime xwe, lê rʼastî kʼara wê tʼune. Lê belê ezê niha derbazî ser wan dîtin û eʼyantîya bim, yêd ku Xudan nîşanî min dane. Ez bawermendekî Mesîh nas dikim, çardeh sal pêşda, (nizanim qalibda bû, nizanim bê qalib bû, ew Xwedê zane), hʼeta eʼzmanê sisîya hate hilatinê. Û ez zanim ku ev meriva, (qalibda bû, bê qalib bû, ez nizanim, wê yekê Xwedê zane), hʼeta buhiştê hate hilatinê û tiştêd nayêne gotinê bihîstin ku ji mêriv nakʼeve bona wan tişta xeber de jî. Ezê bona yê ha pʼeya bême xwe, lê bona xwe pʼeya nadime xwe, pêştirî ser hʼalê sistîyêd xwe. Lê heger ez bixwazim jî pʼeyê xwe bidim, ev ne bêhʼişî ye, çimkî ez rʼastîyê dibêjim. Lê ez xwe digirim, ku nebe yek ser min tiştekî zêde bifikire, pêştirî tiştê ku ji min dibihê yan dibîne. Û wekî nebe ez bona gelek eʼyantîyêd neberhʼişa kʼubar bim, belake mîna derzîkê qalibê minda minrʼa hate dayînê, milyakʼetekî ji mîrêcin, ku tʼepa bê min, wekî ez kʼubar nebim. Bona vê yekê min sê cara hîvî ji Xudan kir, ku vê yekê ji min dûr xe, lê Ewî minrʼa got: «Kʼerema Min besî te ye, çimkî qewata Min sistîyada mîyaser dibe». Awa ezê bi dilekî şa hʼalê sistîyêd xweda bifirʼim, wekî qewata Mesîh nava minda be. Lema jî ez bona navê Mesîh sistîya, qara, hêsîrî-belengazîya, zêrandina û teʼlî-tengîya begem dikim, çimkî gava ez sist dibim, hingê qewat dibim. Rʼastî min bêhʼişî kir ku pʼeyê xwe da, lê we pʼêyî ser min kir! Gerekê we pʼeyê min bida. Ez tʼu tiştîva ji wan şandîyêd weye eʼyan kêmtir nîme, lê ez xwexa jî ne tʼu tişt im. Nîşanêd şandîtîya rʼast, awa gotî nîşan, kʼeremet û kirêd qewat, nava weda bi tʼemamîya sebirê hatine kirinê. Min çi tiştîva qedirê we ji qedirê civînêd mayîn kêmtir girtîye, pêştirî wê yekê ku min giranî neda we? Bibaxşînine min vê neheqîyê! Eva sê car e ez kʼarê xwe dikim, ku ser weda bêm. Û ez giranîyê nadime we. Çʼeʼvê min ne li hebûka we ye, lê li we ye! Çimkî ne ku gerekê zarʼ bona dê-bava bikin, lê dê-bav bona zarʼa. Ezê bi dilekî şa, xwe jî û mal-hʼalê xwe jî bona we bidim. Heger ez hê gelekî we hʼiz bikim, gelo hûnê min hindikî hʼiz bikin? Em ha hildin, ku min giranî nedaye we, lê bi ya hineka ezî hʼilekʼar bûme û bi fêlbazîya xwe hûn avîtine tʼeleka xwe. Gelo min bi destê ewêd ku min ser weda şandin, hûn kʼara xwerʼa dane xebatê? Min hîvî ji Tîto kir û ew bira tʼevî wî şand. Gelo Tîto hûn kʼara xwerʼa dane xebatê? Me bi rʼuhʼekî nedikir? Em rʼêkêda nediçûn? Dibe ku hûn tʼemamîya vî wextîda difikirin, ku em dixwazin xwe li ber we rʼûspî kin? Na! Lê li ber Xwedê em yektîya Mesîhda xeber didin û her tiştî delalno, bona kʼara we dibêjin. Ez ditirsim, gava ez bêm, tuwere we usa nebînim, çawa ez dixwazim û hûn jî min usa nebînin, çawa hûn dixwazin. Ditirsim ku hê nava weda şerʼ-deʼw hebin, hʼevsûdî, hêrskʼetin, hevrʼikʼî, xeyb, buxdan, kʼubar-babaxî û bêtʼerbetî. Ditirsim, ku gava ez dîsa ser weda bêm, Xwedêyê min serê min li ber we berjêr ke û bona geleka şînê bikim, kʼîjana pêşda gune kirine û ji kirêd hʼeramîyê, bênamûsîyê û toltîyê tʼobe nekiribin. Eva cara sisîya ye ezê ser weda bêm. Çawa nivîsar e: «Gerekê bi devê du yan sê şeʼda her tişt bê eʼseyîkirinê». Min berê gotîye û niha jî dibêjim, çawa cara duda nava weda hazir bûm, niha jî dîsa dûrva wanrʼa dinivîsim, yêd ku pêşda gune kirine û usa jî hʼemûyarʼa: Gava dîsa bêm, îdî ez nadime xatirê tʼu kesî, çimkî hûn kʼetine bin eʼnena, ku bizanibin, gelo Mesîh pê min xeber dide. Ew hindava weda ne sist e, lê nava weda qewat e. Rʼast e Ew bi sistîyê hate xaçkirinê, lê bi qewata Xwedê sax e. Em yektîya Wîda sist dibin, lê bi qewata Xwedê hindava weda emê bijîn tʼevî Wî. Hûn dilê xwe bicêrʼibînin, kʼa hûn nava bawerîyêda ne? Xwe eʼnene kin. Hûn feʼm nakin, ku Îsa Mesîh nava weda ye, tʼenê cêrʼibandinêda hûn pênebûyî nîbin? Lê guman heye, ku hûnê feʼm bikin, ku em ne pênebûyî ne. Lê em dua ji Xwedê dikin, ku hûn xirabîyê nekin, ne ku wekî em cêrʼibandinêda qenc kʼifş bin, lê wekî hûn qencîyê bikin, heger em pênebûyî jî kʼifş bin. Çimkî em nikarin tiştekî li rʼastîyê bikin, lê tʼenê bona kʼara wê. Em şa dibin, gava em sist dibin û hûn qewat dibin. Û em jî bona we dua dikin, wekî hûn tʼam bigihîjin. Bona van yeka ez dûrva werʼa dinivîsim, ku nebe gava ez bêm, hindava weda hʼişkîyê bikim bi wî hʼukumê ku Xudan daye min, ya ku bona avakirinê ye, ne bona xirabkirinê. Heyneser xûşk-birano, xweş bin! Ser xweda werin, dil bidine hevdu, ser nêtekê bin, li pey eʼdilayîyê bin û Xwedêyê hʼizkirinê û eʼdilayîyê wê tʼevî we be. Silavê bidine hev bi rʼamûsana şîrê hʼelal. Tʼemamîya cimeʼta Xwedê li we silav dike. Kʼerema Xudan Îsa Mesîh, hʼizkirina Xwedê û heleqetîya Rʼuhʼê Pîroz tʼevî we hʼemûya be. Ez Pawlosê şandî, ne ku ji alîyê merivada yan bi destê meriva kʼifşbûyî me, lê bi destê Îsa Mesîh û Bav Xwedê, Yê ku Ew ji mirinê rʼakir, ez bi hʼemû bawermendava tʼevayî berbirʼî we civînêd Galatyayêda dibim. De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be, Yê ku canîya Xwe anegorî eʼmirê Bavê me Xwedê ji ber gunêd meva da, wekî me ji vî zemanê nihayî xirab xilaz ke. Şikir ji Xwedêrʼa hʼeta-hʼetayê! Amîn. Ez eʼcêbmayî dimînim, ku hûn usa zû pişta xwe didine Xwedêyê ku bi saya kʼerema Mesîh gazî we kir û berê xwe didine mizgînîke din. Rʼast mizgînîke din tʼune, lê hinek hene we tʼevî hev dikin û dixwazin Mizgînîya Mesîh biguhêzin. Lê heger em yan milyakʼetek jî ji eʼzmên bê, mizgînîke usa bide we, kʼîjan ku ne mîna wê Mizgînîyê ye, ya ku me daye we, bira nifirʼ li wî be! Çawa me pêşda got, niha jî dîsa dibêjim: Heger yek mizgînîke ne mîna wê Mizgînîya ku we qebûl kir dide we, bira nifirʼ li wî be! Çima ez niha dikim meriv ji min rʼazî bin, yan Xwedê? Yan gelo ez dikim ku li meriva xweş bêm? Heger min hê bixwesta ez li meriva xweş bihatama, min nikaribû ez bibûma xulamê Mesîh. Ez vê yekê li we didime hʼesandinê xûşk-birano, ku ew Mizgînîya min dannasîn kir, ne ya merivayî ye. Min ew ji meriva nestand, ne jî ji kesekî hîn bûm, lê Îsa Mesîh minva eʼyan kir. We bona bêpʼergalîya mine berêye nava cihûtîyêda bihîstîye. Min bêhʼesab civîna Xwedê dizêrand û dikir ku wê xirab kim. Ez nava cihûtîyêda ji gelek hevalêd xweye cihû pêşdatir çûbûm, alîyê rʼaw-rʼizima kal-bavada jî gelekî xweyîxîret bûm. Lê gava Xwedê xwest, (Yê ku ez bijartim, çaxê ez hê zikê dîya xweda bûm û bi kʼerema Xwe ez kʼifş kirim), Kurʼê Xwe minva eʼyan kir, ku nava necihûyada Wî dannasîn kim, hingê min şêwira xwe tʼu kesî nekir, ne jî rʼabûme Orşelîmê, cem ewêd ku berî min bibûne şandî, lê ez pêrʼa-pêrʼa çûme Eʼrebistanê û dîsa vegerʼîyame Şamê. Paşê sê sala şûnda rʼabûme Orşelîmê, ku Petrûs bibînim û panzdeh rʼoja cem wî mam. Lê belê ji şandîyêd mayîn min tʼu kes nedît, pêştirî Aqûbê birê Xudan. Çi ku werʼa dinivîsim, ez ber Xwedê bêxêlif dibêjim. Paşê çûme alîyêd Sûryayê û Kîlîkyayê. Lê civînêd Mesîhe Cihûstanêda ez rʼû bi rʼû nas nedikirim. Wana tʼenê bihîstibû ku: «Ewê wextekê em dizêrandin, niha xwexa wê bawerîyê dannasîn dike, kʼîjan wî wextekê dikir ku xirab ke». Û bona min şikirî didane Xwedê. Paşê çardeh sala şûnda tʼevî Barnabas dîsa rʼabûme Orşelîmê, Tîto jî min tʼevî xwe bir. Ez çûm, çimkî Xwedê ber min vekir, ku herʼim. Û min ew Mizgînî li wan da hʼesandinê, ya ku ez nava necihûyada dannasîn dikim, lê ev yek min yêd serekerʼa başqe digot. Min nexwest ku ez badîhewa bibezim yan bezîbim. Lê hʼeta Tîtoyê tʼevî min ku yûnan bû, pʼêyî ser wî jî nekirine, ku bê sinetkirinê. Ev pirs pêşda hat, çimkî çend birayêd derew şûlikîne nava me, wekî ceʼsûsîyê azayîya me bikin, ya ku bi saya Mesîh Îsa me dest anîye. Wana dixwest em bikirana bindest. Lê me qet deqekê jî gurʼa wan nekir, ku rʼastîya Mizgînîyê nava weda hʼîmgirtî bimîne. Lê bona wan jî, yêd ku sereke kʼifş dibûn, (qet xema min nîne, ku ew berê çi bûne, Xwedê firqîyê nake nava meriva), wan sereka jî tʼu tiştê nû minrʼa negotin. Lê serbara-serda dîtin ku li min hatîye spartinê, wekî ez Mizgînîyê bidime necihûya, çawa ku li Petrûs jî hatîye spartinê, wekî Mizgînîyê bide cihûya. Çimkî Xwedêyê ku Petrûs kire şandîyê cihûya, hema Wî jî ez kirime şandîyê necihûya. Gava Aqûb, Petrûs û Yûhʼennayê ku «Stûn» dihatine hʼesabê, bona wê kʼerema ku minrʼa hatibû dayînê pê hʼesîyan, destêd xweye rʼastê çawa nîşana tʼifaqîyê dane min û Barnabas. Ew qayl bûn, ku em herʼine nava necihûya û ew jî herʼine nava cihûya. Tʼenê wan hîvî kir, ku em belengaza bîr nekin, ya ku ez xwexa jî demana wê yekêda me. Lê gava Petrûs hate Entakyayê, ez aşkere miqabilî wî rʼabûm, çimkî ewî şaş bû. Berî hatina çend merivêd ku Aqûb şandibûn, ewî tʼevî necihûyêd bawermend nan dixwar. Lê gava ewana hatin, ewî xwe dida alîkî û vedikʼişîya, ji tirsa ewêd ku digotin, gerekê necihû bêne sinetkirinê. Û cihûyêd bawermende mayîn jî tʼevî wî durʼûtî kirin, hʼeta ku Barnabas jî xalifî, kʼete nava wê durʼûtîya wan. Lê gava min dît ku ewana nava rʼastîya Mizgînîyêda namînin, hingê li ber hʼemûya min gote Petrûs: «Heger tu cihû yî, mîna yekî necihû dijîyî û ne mîna cihûya, tu çawa dikî ser necihûya, ku bibine mîna cihûya?» Eme ku eʼsilê xweda cihû ne û ne ji «necihûyêd gunekʼar» in, zanin ku meriv bi kirêd Qanûnê nikare rʼast bê hʼesabê, lê tʼenê bi Îsa Mesîh bawerkirinê. Me jî Mesîh Îsa bawer kir, wekî bi Mesîh bawerkirinê em rʼast bêne hʼesabê, ne ku bi kirêd Qanûnê, çimkî tʼu qûl-bende bi kirêd Qanûnê nikare rʼast bê hʼesabê. Awa heger em dikin bi Mesîh rʼast bêne hʼesabê û wê gavê xuya be, ku em xwexa jî mîna wan gunekʼar in, hingê Mesîh bû wekʼîlê guna? Tʼu car! Heger ew tiştêd min xirab kirine, dîsa destpêdikim çêdikim, ez neheqîya xwe didime îzbatkirinê. Çimkî ez bi Qanûnî bona Qanûnê mirim, wekî bona Xwedê bijîm. Ez tʼevî Mesîh xaç bûm, ji vir şûnda ne ku ez dijîm, lê Mesîh e ku nava minda dijî. Û niha ku ez vî qalibîda dijîm, bi Kurʼê Xwedê bawerkirinê dijîm, Yê ku ez hʼiz kirim û canîya Xwe bona min da der. Ez kʼerema Xwedê tʼexsîr nakim, çimkî heger rʼasthʼesabbûn bi Qanûnê bûya, ku usa ye Mesîh badîhewa mir. Gelî galatîyêd bêhʼiş! Kʼê serê we tʼijî kir? Ne axir Îsa Mesîh li ber çʼeʼvê we xaçbûyî hate dîyarkirinê? Ez tʼenê vê yekê dixwazim ji we bizanibim: We Rʼuhʼê Xwedê bi Qanûn qedandinê stand, yan bi Mizgînî bihîstinê û bawerîya xwe jê anînê? Çima hûn haqas bêhʼiş in, ku we bi Rʼuhʼê Xwedê destpêkir û niha bi merivayî xilaz dikin? Haqas tişt badîhewa hatine serê we? Naqewime ku badîhewa bin! Çima ew Xwedêyê ku Rʼuhʼê Xwe pʼêşkʼêşî we dike û nava weda kʼeremeta dike, bona Qanûn qedandina we dike, yan bona ku we Mizgînî bihîst û bawerîya xwe jê anî? Mesele, bona Birahîm aha nivîsar e: «Birahîm Xwedê bawer kir û ew yek jêrʼa rʼastî hate hʼesabê». Awa zanibin, yêd ku bawer dikin ew in zarʼêd Birahîm. Nivîsarê hê pêşda dabû kʼifşê, ku Xwedê necihû bi bawerîyê wê rʼast hʼesab bikirana û zûva Mizgînî dabû Birahîm ku: «Bi te duayê hʼemû mileta bibe». Awa ewêd ku bawer dikin, tʼevî Birahîmê bawermend dua li wan tê kirinê. Ewêd ku xwe spartine kirêd Qanûnê, ew binê nifirʼêda ne, çimkî nivîsar e: «Nifirʼ li her kesî ye, yê ku nava hʼemû nivîsarêd kʼitêba Qanûnêda namîne û naqedîne». Eʼyan e tʼu kes bi Qanûnê nikare li ber Xwedê rʼast bê hʼesabê, çimkî nivîsar e: «Yê rʼast wê bijî, çimkî bawer dike». Lê Qanûn bi bawerîyê nîne, lê belê çawa nivîsar dibêje: «Kʼî ku tʼemîyêd Qanûnê biqedîne bi wan wê bijî». Mesîh em ji wê nifirʼa Qanûnê kʼirʼîn, ew dewsa me kʼete bin wê nifirʼê, çimkî nivîsar e: «Nifirʼ ser yê darva dardakirî ye». Ev yek bû, wekî bi Mesîh Îsa duayê Birahîm bê ser necihûya, ku bi bawerîyê em Rʼuhʼê sozdayî bistînin. Xûşk-birano! Ez tînime ser eʼdetê dinê. Heger yekî wesîyetek tʼestîq kiribe, tʼu kes nikare wê betal ke, yan jî tiştekî din serda zêde ke. Awa ew soz Birahîm û zurʼeta wîrʼa hatine dayînê. Nivîsarêda nayê gotinê: «Zurʼetêd te» çawa bona geleka, lê bona yekî: «Zurʼeta te» û ew zurʼet Mesîh e. Awa gotî ez vê yekê dibêjim, ew wesîyeta ku pêşda ji Xwedêda hatibû tʼestîqkirinê, Qanûna ku çarsid sî salî şûnda derkʼet, nikare usa bike, wekî wesîyeta sozdayî qewata xwe unda ke. Çimkî heger wartî Qanûnêva girêdayî bûya, wê sozdayînêva girêdayî nîbûya, lê Xwedê bi soz pʼêşkʼêşî Birahîm kir. Îdî meremê Qanûnê çi bû? Qanûn serda zêde bû ku neheqî bê naskirinê û gerekê ew bima hʼeta hatina Zurʼeta wî, kʼîjanîrʼa soz dabû. Qanûn ji alîyê milyakʼetada, bi destê navçêtîya yekî hate dayînê. Bona wesîyetkirinê navçêtî ne lazim e gava wesîyet bi destê yekî tê kirinê û li vir ew yek tʼenê Xwedê ye. Awa Qanûn miqabilî sozêd Xwedê ye? Tʼu car! Belê heger qanûnek hebûya, ku bikaribûya jîyîn bida, hingê eʼseyî rʼasthʼesabbûn wê bi qanûnê bibûya. Lê nivîsar hʼemûya bin hêsîrtîya guneda dide kʼifşê, wekî çi ku bi Îsa Mesîh bawerkirinê hatibûne sozdayînê, bawermendarʼa bêne dayînê. Berî hatina bawerîyê, em bin destê Qanûnêda çawa girtî dihatine xweyîkirinê, hʼeta xuyabûna wê bawerîyê ku wê bihata. Bi vî awayî Qanûn bû tʼerbetdarê me û em berbirʼî Mesîh anîn, ku em bi bawerîyê rʼast bêne hʼesabê. Lê niha ku bawerî hat, em îdî ne bin destê tʼerbetdarê Qanûnêda ne. Bi bawerîyê hûn hʼemû yektîya Mesîh Îsada lawêd Xwedê ne. Hûn hʼemû ku yektîya Mesîhda hatine nixumandinê, we Mesîh ser xwe wergirtîye. Îdî firqî ne nava cihû û necihûyada heye, ne nava xulam û azayada, ne jî nava mêra û jinada, çimkî hûn hʼemû jî yek in yektîya Mesîh Îsada. Û heger hûn pʼara Mesîh in, wekî usa ye zurʼeta Birahîm in û warêd wî sozî ne. Awa ez dibêjim, warê ku xweyê her tiştî ye, lê hʼeta ku xişîm e ji xulêm nayê firqîkirinê. Ew bin destê xweykirîya û xemkʼêşada ye, hʼeta wî wextê ku bavê kʼifş kirîye. Usa jî em gava hê rʼuhʼanîda «xişîm» bûn, me xulamtî sixirêd vê dinyayêrʼa dikirin. Lê gava wext pêrʼa gihîşt, Xwedê Kurʼê Xwe şand, ku ji kʼulfetê bû û kʼete bin Qanûnê, wekî yêd bin Qanûnê aza ke û em jî heqê lawtîya Xwedê bistînin. Awa hûn ku lawêd Wî ne, Xwedê Rʼuhʼê Kurʼê Xwe şande nava dilê me, ku gazî Xwedê dike: «Abba!» awa gotî «Bavo!» Bi vî awayî îdî tu ne xulam î, lê law î û heger law î, usa jî Xwedê tu kirî warê Xwe. Berê, gava we Xwedê nas nedikir, we xulamtî yêd usarʼa dikirin, ku rʼast ne xwedê bûn. Lê niha ku we Xwedê nas kirîye, lê belê Xwedê jî hûn nas kirine, hûn çawa dîsa vedigerʼine ser wan sixirêd vê dinêye bêqewate ne tʼu tişt û dîsa dixwazin xulamtîyê wanrʼa bikin? Hûn guh didine rʼojêd hʼesab, meha, rʼojgar û sala. Ez bona we ditirsim, ku ew şixulê min bona we kirîye deya herʼe. Ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, bibine mîna min, çimkî ez jî mîna we bûme. We tʼu zîyan nedaye min. Hûn zanin ku cara pêşin bêsihʼetîya qalibê min bû meʼnî, min Mizgînî da we. Û çi ku hate serê qalibê min, ew yek bû cêrʼibandinek bona we, lê dîsa we ez bêhurmet nekirim yan pişta xwe neda min, lê weke milyakʼetekî Xwedê ez qebûl kirim û weke Mesîh Îsa. Ew şabûna we çawa bû? Ez weke şîrê xwe, heger ji dest weva bihata, weyê çʼeʼvê xwe jî derxista bida min. Îdî ez bûme dijminê we, wekî min werʼa rʼast xeber daye? Ewêd mayîne ku kʼetine demana we, ew xêra we naxwazin, lê belê ewana dixwazin we ji min biqetînin, wekî hûn bikʼevine demana wan. Qenc e ku merî demana qencîyêda be û ne ku tʼenê gava ez nava weda bim, lê her gav. Lawêd min, ez niha dîsa bona we mîna êşa kʼulfeta dikʼişînim, hʼeta ku Mesîh nava weda bigihîje. Xwezî ez niha li cem we bûma û min tiherê xeberdana xwe biguhasta, çimkî ez bona we nava mitalada me! Ji minrʼa bêjin, hûn ku dixwazin bin Qanûnêda bin, we nebihîstîye Qanûn çi dibêje? Nivîsar e ku: «Du kurʼêd Birahîm hebûn, yek ji carîyê bû, yek jî ji jina aza». Ewê ji carîyê bû, ew bi binyatʼa merivayê bibû, lê ewê ji jina aza bû, ew li gora sozê Xwedê bû. Eva yeka cûrʼekî mayîn tê feʼmkirinê, ev her du jin du peyman in: Yek ji çʼîyayê Sînayê, bona xulamtîyê tîne, ew Hacer bû. Hacer Eʼrebistanêda tê hʼesabê çʼîyayê Sînayê û himberî Orşelîma niha dibe, ku zarʼêd xweva xulamtîyê dike. Lê ya aza, ew Orşelîma jorin tê hʼesabê, ku ew dîya me hʼemûya ye. Çimkî nivîsar e: «Şa be, bêzurʼeta ku te zarʼ nedanîn. Bi eşq bistirê, deng bilind ke, ku êşa zarʼanînê te nekʼişand. Çimkî zarʼêd te mêrberʼdayîyê wê ji zarʼêd ya xweyîmêr gelektir bin». Awa hûn xûşk-birano, mîna Îshaq zarʼêd wî sozî ne. Lê çawa hingê ewê ji merivayê bibû, yê ji alîyê Rʼuhʼda dizêrand, usa jî niha. Lê nivîsar çi dibêje? «Ewê carîyê kurʼê wêva berdê derxe, çimkî kurʼê carîyê gerekê tʼevî kurʼê jina aza war nebe». Awa xûşk-birano, em ne zarʼêd carîyê ne, lê zarʼêd ya aza ne. Bona azayîyê Mesîh em aza kirine! Wê azayîyê qewîn bigirin û dîsa nekʼevine bin wî nîrê xulamtîyê. Bibihên, ez Pawlos werʼa dibêjim: Heger hûn bihêlin ku hûn bêne sinetkirinê, Mesîh tʼu kʼarê nade we. Ez her merivekîrʼa dîsa mêrkʼîmî dibêjim, yê ku îzinê dide xwe ku ew bê sinetkirinê, ew deyndar e ku tʼemamîya Qanûnê biqedîne. Û heger hûn bi Qanûn qedandinê dixwazin rʼast hʼesab bin, wekî usa ye hûn ji Mesîh qetîyayî ne û ji kʼeremê kʼetî ne. Lê çi ji me dikʼeve, em bi saya Rʼuhʼê Pîroz û pê bawerîyê hʼeyra wê rʼasthʼesabbûnêda ne, ya ku em têda guman in. Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike. Hûn rʼind pêşda diçûn! Kʼê hûn dane sekinandinê, ku êlimî rʼastîyê nebin? Eva hêlana ne ji Wî ye, Yê ku gazî we kirîye. «Hinek hevîrtirʼşk tʼemamîya hevîr hiltîne». Lê ez bi yektîya meye Xudanda weda guman im, ku hûnê tiştekî mayîn nefikirin, lê ewê fikirêd we tʼevî hev dike wê ser bela xwe vebe, kʼî jî hebe. Lê ez xûşk-birano, heger hela hê sinetkirinê dannasîn dikim, îdî çima tême zêrandinê? Wekî usa ye gerekê tʼu kesê ji xaçê Mesîh pʼişk nebûya. Xwezî yêd ku fikirêd we tʼevî hev dikin, xwexa xwe kʼokêda jî bibirʼîyana! Hûn azayîyêrʼa hatine gazîkirinê xûşk-birano, lê tʼenê ew azayîya we bira nebe mecala xwestina binyatʼa însên. Dewsa wê bi hʼizkirinê hevdurʼa xulamtîyê bikin. Çimkî tʼemamîya Qanûnê bi vê gotinê tê sêrî: «Hevalê xwe weke xwe hʼiz bike». Lê heger hûn dev bavêjine hevdu, hevdu bixwin, miqatî xwe bin, ku kʼoka hevdu neynin. Awa ez dibêjim, bi saya Rʼuhʼê Pîroz bimeşin û hûnê xwestinêd binyatʼa însên nekin. Çimkî xwestina binyatʼa însên miqabilî Rʼuhʼ e, Rʼuhʼ miqabilî binyatʼa însên e. Ev her du li hev nakin, lema hûn nikarin xwestinêd xwe bikin. Lê heger hûn bi Rʼuhʼ têne rʼêberîkirinê, hûn nakʼevine bin destê Qanûnê. Awa kirêd binyatʼa însên eʼyan in: Bênamûsî, hʼeramî, toltî, pʼûtpʼaristî, pîresêrtî, neyartî, şerʼ-deʼw, hʼevsûdî, hêrskʼetin, hevrʼikʼî, dutîretî, cudetî, çʼeʼvê xirab, mêrkujî, serxweş, kûçʼiksantî û çi ku mîna van in. Ez niha werʼa dibêjim, çawa ku min pêşda jî werʼa gotibû, ku yêd van tişta dikin, Pʼadşatîya Xwedê war nabin. Lê berêd Rʼuhʼ ev in: Hʼizkirin, şabûn, eʼdilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî, milûktî, xwegirtin. Hindava van tiştada qanûn tʼune. Û ewêd ku pʼara Mesîh Îsa ne, binyatʼa xwe bi tʼevî temêd xirab û havijîyava ser xaç kuştine. Em ku bi saya Rʼuhʼ dijîn, bi rʼêberîya Rʼuhʼ bimeşin. Em kʼubar nebin, agirê hev gurʼ nekin û hʼevsûdîyê li hevdu nekin. Xûşk-birano, heger yek neheqîkêda bê girtinê, hûn ku rʼuhʼanî ne, wî bînine ser rʼîya rʼastîyê, lê bi rʼuhʼê milûktîyê. Lê haş ji xwe jî hebin, ku hûn nekʼevine cêrʼibandinê. Barêd hevdu hildin û bi vî awayî hûnê qanûna Mesîh biqedînin. Heger yek xwe dewsa tiştekî datîne û xwexa ne tʼu tişt e, ew xwexa xwe dixapîne. Bira her kes kirinêd xwe bide ser mêzînê û paşî hingê ji xwe rʼazî be, ne ku xwe himberî hevalê xwe ke. Çimkî her kesê xurca xwe hilgire. Ewê hînî xebera Xwedê dibe, gerekê her tiştêd qenc tʼevî dersdarê xwe pʼar ke. Nexapin, Xwedê nabe pêkʼenî. Çimkî meriv çi diçîne, wê jî diçine. Kʼî ku bona binyatʼa xwe diçîne, ewê ji wê binyatʼê mirinê biçine, lê kʼî ku bona Rʼuhʼ biçîne, wê ji Rʼuhʼ jîyîna hʼeta-hʼetayê biçine. Ji qencîkirinê jî aciz nebin, çimkî emê wextda biçinin heger em nedine der. Awa hʼeta ku wext destêd meda ye, hʼemûyarʼa qencîyê bikin, îlahî neferêd mala Xwedêrʼa. Dîna xwe bidinê, ez bi çi hʼerfêd gir niha werʼa dinivîsim. Ewêd ku dixwazin ji dervava xwe bidine kʼifşê, ew pʼêyî ser we dikin, ku hûn bêne sinetkirinê. Lê evana vê yekê dikin, ku tʼenê bona xaçê Mesîh ew neyêne zêrandinê. Ewêd xweyîsinet xwexa Qanûnê xwey nakin, lê dixwazin ku hûn bêne sinetkirinê, wekî ew bi nîşana qalibê weyî merivayî bifirʼin. Lê ji min nakʼeve ku ez bi tiştekî din bifirʼim, pêştirî bi xaçê Xudanê me Îsa Mesîh, bi kʼîjanî dinya bona min xaçbûyî ye, ez jî bona dinyayê. Belê ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî ew e, ku bibin eʼfirînekî nû. De bira eʼdilayî û rʼeʼm ser wan hʼemûya be, kʼîjanêd ku anegorî vê yekê dijîn û usa jî ser Îsraêla Xwedê be. Ji vir şûnda bira tʼu kes zeʼmetê nede min, çimkî min daxa birînêd Îsa hildaye ser bedena xwe. De bira kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh tʼevî rʼuhʼê we be xûşk-birano. Amîn. Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa, wan merivêd Xwedêrʼa, yêd ku Efesêda dimînin û yektîya Mesîh Îsada amin in: De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be. Şikir ji Xwedêrʼa, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku pê hʼemû dua-dirozgêd rʼuhʼanîye li dîyarê eʼzmana yektîya Mesîhda dua li me kirin. Berî eʼfirandina dinyayê Xwedê yektîya Wîda em bijartin, wekî em pîroz û bêqusûr bin, li ber Wî hʼizkirinêda bijîn. Ewî em pêşda kʼifş kiribûn, çawa li qirara Wî xweş hat, ku me bi destê Îsa Mesîh bike lawêd Xwe. De werin em pesinê Wî bidin, bona wê kʼerema Wîye xweyîrʼûmet, pê kʼîjanê yektîya Hʼizkirîyê Xweda qencî li me kir. Yektîya Wîda em aza bûne bi xûna Wî, awa gotî afûbûna guna standîye. Eva yeka ji dewlemendtîya kʼerema Wî ye, ya ku Wî bi merʼdanî ser meda barand, pê hʼemû serwaxtî û feʼmdarîyê. Ewî surʼa xwestina Xwe meva eʼyan kir, çawa li Wî xweş hat, ya ku hê pêşda qirar kiribû, wekî yektîya Mesîhda bîne sêrî, ku gava wext pêrʼa bigihîje, ew tʼivdîr mîyaser be, hʼemû tişt bin serwêrtîya Mesîhda girêdayî bin, hin her tiştêd li eʼrdê, hin jî li eʼzmana. Çawa Xwedê qirara Xweda pêşda kʼifş kiribû, ku her tişt li gora xwestin û eʼmirê Wî be, em cihû yektîya Mesîhda pʼara Xwedê kʼetine, wekî em pesinê rʼûmeta Wî bidin ku me pêşda gumana xwe danîye ser Mesîh. Yektîya Wîda hûn necihû jî bûne pʼara Xwedê, gava we xebera rʼastîyê, awa gotî Mizgînîya xilazbûna xwe bihîst. We bawerîya xwe Wî anî û bi Rʼuhʼê Pîrozî sozdayî hatine morkirinê. Rʼuhʼê Pîroz çawa bihê hatîye dayînê hʼeta em sozê Xwedê war bin, çaxê Xwedê cimeʼta Xwe lap aza ke, bona pesindayîna rʼûmeta Xwe. Bona vê yekê min ji hingêva ku bona bawerîya weye ser Xudan Îsa û ew hʼizkirina weye hindava tʼemamîya cimeʼta Xwedêda bihîstîye, bona we min dest ji şikirdayînê nekʼişandîye. Ez tʼimê nava duayêd xweda we bîr tînim, wekî Xwedêyê Xudanê me Îsa Mesîh, Bavê xweyîrʼûmet, Rʼuhʼê serwaxtîyê û eʼyantîyê bide we, ku hûn Wî tʼam nas bikin. Bira çʼeʼvêd rʼuhʼê we vebin, wekî hûn feʼm bikin, çi ye ew gumana ku Wî gazî we kirîye û çi ye ew dewlemendtîya rʼûmeta Wî, ya ku cimeʼta Wî wê war be û çi ye ew qewata Wîye mezine bêhimber, ya ku nav me bawermendada dixebite. Ev e ew qewata Wîye zor, ya ku Xwedê ser Mesîh da xebatê, gava Ew ji nava mirîya rʼakir û li dîyarê eʼzmana kʼêleka Xweye rʼastê da rʼûniştandinê, Ew danî ser hʼemû serwêrtîya, hʼukumetîya, qewata, xudantîya û usa jî ser hʼemû navêd ku têne hildanê, ne ku tʼenê li vê dinê, lê wê dinê jî. Û Xwedê her tişt kire bin pʼîyêd Wî û Ew bona civînê kʼifş kir çawa serwêrê her tiştî. Civîn jî bedena Mesîh e, tʼemambûna Wî ye, ku Xwexa her tişt e, her tiştî tʼemam dike. Hûn ji dest neheqî û gunêd xwe mirî bûn, gava hûn pey eʼdetêd vê dinê diçûn, li gora xwestina mîrê serwêrtîya vê hewê, wî rʼuhʼê ku niha jî nava wan merivada ya xwe dike, yêd ku ne gurʼa Xwedêda ne. Em hʼemû jî wextekê pey wan tişta diçûn, bi dilhavijîyêd binyatʼa merivayê dijît û dil û fikirêd merʼa çi derbaz dibûn me ew dikirin û binyatʼa xweda jî hêjayî xezeba Xwedê bûn, çawa yêd mayîn. Lê Xwedêyê ku xweyê rʼeʼma dewlemend e, bi hʼizkirina Xweye mezin, bi kʼîjanê em hʼizkirin, gava em hê ji dest neheqîyêd xwe mirî bûn, Ewî tʼevî Mesîh em sax kirin. Bi kʼeremê hûn xilazbûyî ne! Yektîya Wîda em ji mirinê rʼakirin û tʼevî Wî em li dîyarê eʼzmana dane rʼûniştandinê, bi saya Mesîh Îsa. Wî ev yek kir, wekî li nava wan zemanêd ku wê bên, dewlemendtîya kʼerema Xweye bêhimber, hindava meda bi saya Mesîh Îsa, bi şîrinayî bide kʼifşê. Çimkî bi kʼeremê hûn xilazbûyî ne, pê bawerîyê û ev yek ne ji we ye, lê dayîna Xwedê ye. Ev yek ne ji kirina ye, wekî yek pʼeyê xwe bide. Belê em çêkirîyêd Wî ne, yektîya Mesîh Îsada xuliqî, bona kirinêd qenc, ya ku Xwedê pêşda hazir kir, ku em wanda bimînin. Hûn ku eʼsilê xweda necihû ne û ji alîyê cihûyada «bê sinet» dihatine hʼesabê, yêd ku xwexa xwe «sinetkirî» hʼesab dikirin, bi sinetîya qalibe bi desta kirî, awa bîr bînin ku hûn hingê çi bûn. Hingê hûn bê Mesîh û xerîb bûn hindava bajarvantîya Îsraêlda û ji peymana û sozêd wan dûr bûn û vê dinêda jî bê guman û bê Xwedê bûn. Lê hûn ku wextekê dûrî van yeka bûn, niha tʼevî Mesîh Îsa bûne, bi xûna Mesîh hûn nêzîk bûne. Çimkî Ew e eʼdilayîya me, ku her du, cihû û necihû kirine yek. Ewî dîwarê navbirʼîyê, awa gotî dijminatî bi bedena Xwe xirab kir û tʼemî û eʼmirêd Qanûna Mûsada betal kirin, wekî yektîya Xweda, ji her duya cihû û necihû merivekî nû bixuliqîne û bi vî awayî bike eʼdilayî. Û Mesîh bedenekêda her du tʼevî Xwedê bi xaçê Xwe li hev anîn, çimkî bi wê kirinê dijminatî kʼokêva rʼakir. Û hat Mizgînîya eʼdilayîyê da we necihûyêd dûrî Xwedê û cihûyêd nêzîkî Wî. Çimkî bi saya Wî, îzina me her duya jî heye, bi Rʼuhʼekî nêzîkî Bavê bin. Awa hûn îdî ne xelq û xerîb in, lê bajarvantîya we tʼevî cimeʼta Xwedê ye û neferêd mala Xwedê ne. Hûn ser wî rʼikʼinê şandîya û pʼêxembera avakirî ne, kevirê eʼnîşka kʼîjanî Mesîh Îsa Xwexa ye. Bi Wî tʼemamîya avayî pêva cî bi cî bona Xudan pʼaristgeheke pîroz bilind dibe. Bi Wî hûn jî bi hevrʼa têne avakirinê, çawa xana Xwedê bi Rʼuhʼê Pîroz. Bona vê yekê ez Pawlos bona Mesîh Îsa girtî me, bona we necihûya… Gerekê we bihîstibe, ku ev wekʼîltîya kʼerema Xwedê bona we minrʼa hatîye dayînê. Ev surʼa bi dayînekê li ber min hate vekirinê. Min li jorê kin werʼa nivîsî û gava hûn bixûnin, hûnê bikaribin bizanibin ku ez çawa surʼa Mesîh feʼm dikim. Eva surʼa dewrêd bihurîda li ber bendêd dinê venebûye, çawa niha bi Rʼuhʼê Pîroz li ber şandî û pʼêxemberêd Wîye pîroz vebûye. Eva surʼa vebû, wekî necihû pê Mizgînîyê tʼevî Îsraêlê war bin, bibine bedenek û xweyîpʼarêd sozê Wî bin, bi saya Mesîh Îsa. Ez bûme berdestîyê vê Mizgînîyê, anegorî dayîna ji kʼerema Xwedê, ya ku bi kirina qewata Wî minrʼa hatîye dayînê. Belê ez ku ji nava cimeʼta Xwedêda ji yê herî biçʼûk kêmtir im, lê ev kʼerem minrʼa hatîye dayînê, ku nava necihûyada dewlemendtîya Mesîhe ne li ber hʼişa dannasîn kim û li ber hʼemûya vekim, ku çawa tʼivdîra surʼa Xwedê tê xebatê, ya ku hê dewrêd berêda cem Xwedêyê ku her tişt eʼfirandîye, veşartî mabû. Meremê Xwedê ev bû, wekî niha serwaxtîya Xweye cûrʼe-cûrʼe, bi destê civînê li serwêrtî û hʼukumetêd dîyarêd eʼzmanava eʼyan bike, anegorî qirara Wîye hê dewrêd berêda, ya ku Wî bi destê Mesîh Îsa, Xudanê me kir. Yektîya Mesîhda û pê wê bawerîya meye ser Wî em dikarin bi mêrkʼîmî û rʼûvekirî nêzîkî Xwedê bin. Awa ez ji we hîvî dikim, ku hûn ber xwe nekʼevin, bona wan cefayêd ku ez bona we dikʼişînim. Evana bona rʼûmeta we ne. Bona vê yekê ez li ber Bav çok didim, ji kʼîjanî her qebîleke eʼrd û eʼzmana navê xwe distîne. De bira Ew weke dewlemendtîya rʼûmeta Xwe qewatê bi saya Rʼuhʼê Xwe bide we, ku hûn kʼûrayîya dilê xweda bişidin, bi bawerîyê Mesîh dilê weda bijî û hûn hʼizkirinêda rʼaw û rʼikʼinê xwe bavêjin, ku tʼevî tʼemamîya cimeʼta Xwedê bikaribin feʼm bikin, ku berayî, dirêjayî, bilindayî û kʼûrayîya hʼizkirina Mesîh çi ye. Belê bira hûn hʼizkirina Mesîh nas kin, ya ku ji her hʼiş-aqilî zêdetir e, wekî hûn tʼemamîya Xwedêva tʼijî bin. Awa şikir ji Wîrʼa be, Yê ku dikare her tiştî hê zêde ke, ne çawa em dixwazin yan difikirin, bi wê qewata ku nava meda dixebite, şikir ji Wîrʼa nava civînêda, bi saya Mesîh Îsa, hʼemû zemanîda, hʼeta-hʼetayê! Amîn. Awa ezî girtîyê bona navê Xudan, hîvî ji we dikim, ku hûn usa bijîn, çawa layîqî wê gazîyê ye, kʼîjanêrʼa hûn hatine gazîkirinê. Hûn bi tʼemamîya milûktîyê û şkestî, bi sebirê hʼizkirinêda li ber hev daxin. Biceʼdînin, ku yektîya Rʼuhʼ pê hevgirêdana eʼdilayîyê xwey kin. Çawa beden yek e û Rʼuhʼ yek e, hûn jî gumanekêrʼa hatine gazîkirinê. Xudan yek e, bawerî yek e, nixumandin yek e, Xwedê yek e, Ew Bavê hʼemûya ye, ku ser hʼemûyarʼa ye, bi hʼemûya ya Xwe dike û nava hʼemûyada ye. Belê ji me her kesîrʼa jî kʼerem hatîye dayînê, çawa Mesîh pʼarevekir. Bona vê yekê tê gotinê: «Gava hilkʼişîya çû jorê, hêsîr tʼevî Xwe birin û pʼêşkʼêş dane meriva». Ev «hilkʼişîya» çi tê hʼesabê? Dixwaze bêje, ku Ew pêşda berjêrî wê dinya jêrin bû. Ewê ku berjêr bû, hema Ew e, Yê ku Xwe da fêza hʼemû eʼzmana, wekî her tiştî hʼizûrîya Xweva tʼijî ke. Eva Ew bû, Yê ku pʼêşkʼêş dane meriva, ku hinek bibine şandî, hinek pʼêxember, hinek mizgîndar, hinek jî seʼvî û dersdar. Ewî ev yek kir, wekî cimeʼta Xwedê şixulêd xizmetkʼarîyêrʼa hazir be, bona avabûna bedena Mesîh, hʼeta ku em hʼemû jî bigihîjine wê yekê, ku bawerîyê û Kurʼê Xwedê naskirinêda tʼifaq bin, bibine merivêd gihîştî, tʼam weke bejin-bala Mesîh. Wekî usa ye ji vir şûnda em nebine mîna zarʼoka ku ji pêla virda-wêda dikʼevin û bi derewêd meriva ber bayê her hînkirinekê dikʼevin, yêd ku bi fêlbazîya dixapînin û dixalifînin. Lê rʼastîyê pê hʼizkirinê bêjin, her alîyada bigihîjine sêrî, ku Mesîh e. Ji Wî tʼemamîya bedenê hevva ne û hʼemû jî bi alîkʼarîya her sêvikekê hevva girêdayî ye. Û gava her pʼareke bedenê şixulê xwe dike, hʼizkirinêda xwexa digihîje û mezin dibe. Awa ez vê yekê mêrkʼîmî dibêjim û bi navê Xudan tʼemî li we dikim, ku hûn îdî tʼu cara wê rʼêda neçin, çawa pʼûtpʼarist bi fikirêd xweye pʼûçʼ diçin. Ewana feʼmêd xweda şûna rʼeşva çûn û ji jîyîna Xwedê dûr kʼetine, ji dest nezanîya nava xwe û serhʼişkîya xwe. Şerma rʼûyê xwe unda kirine û usa xwe dane doxînê, hʼeta ku her cûrʼe kirinêd hʼeram dikin û tʼêr nabin. Lê we Mesîh usa nas nekir! Belê we bona Wî bihîstîye jî û çawa yêd pʼara Îsa, hûn wê rʼastîya nava Wîda hîn bûne. De hûn xeysetê xweyî berê ji xwe dûr xin, wî merivê kevinî ku bi havijîyêd hʼilekʼarva dêrisbûyî ye û bi rʼuhʼ û fikirêd xweda nûyejîyîn bin, merivê nû li ser xwe wergirin, ku kirasê Xwedêda bi heqî û hʼelalîya bê qelpî xuliqî ye. Awa derewa ji xwe dûr xin, ji we her yek hevalê xwerʼa rʼast xeber de, çimkî em bi hevrʼa endemêd Bedena Mesîh ne. Heger hûn hêrs kʼevin, guna nekin, bira rʼo ser hêrsa werʼa neçe ava û cî nedine mîrêcin. Ewê ku dizîyê dike, bira îdî nedize, lê bi xûdana xweye hʼelal bi destêd xwe bixebite, ku bikaribe dest bavêje kʼetîya jî. Bira ji devê we qet xebereke xirab derneyê, pêştirî tiştêd ku kêrî guhdara tên û kʼarê didine wan. Û Rʼuhʼê Xwedêyî Pîroz neêşînin, bi Kʼîjanî hûn bona Rʼoja Azayîyê hatine morkirinê. De bira her teʼlayî, hêrs, berzeqî, qarʼe-qarʼ û gotinêd nerʼêda ji we dûr bin tʼevî her cûrʼe kʼîn-boxîyêva. Û hevrʼa şîrin û dilşewat bin, li hev bibaxşînin, çawa Xwedê bi Mesîh baxşande we. Awa çʼeʼv bidine Xwedê, çawa zarʼêd hʼizkirî û xwe li hʼizkirinê bigirin, çawa Mesîh jî em hʼiz kirin û jîyîna Xwe bona me da, Xwedêrʼa bû hʼedî û qurbana bînxweş. Lê hʼeta navê qavîyê û her hʼeramîyê, yan timayê jî gerekê nava weda neyê hildanê, çawa li cimeʼta Xwedê nakʼeve. Usa jî gotinêd bêmeʼrîfetî, yan bêfeʼmî, yan hʼenekêd qelpê xirab, ku li we nakʼevin, bira ji devê we derneyên, lê dewsê şikirdarî. Hûn vê yekê zanibin ku tʼu qav, yan hʼeram, yan timakʼar (ku pʼûtpʼarist e) Pʼadşatîya Mesîh û Xwedêda war nabe. Bira tʼu kes bi xeberêd pʼûçʼ we nexapîne, çimkî bona van tişta hêrsa Xwedê li wan merivêd neguhdar rʼadibe. Awa hûn tʼevî yêd usa nebin! Hûn jî wextekê teʼrî bûn, lê niha hûn ku pʼara Xudan in, rʼonayî ne. Awa mîna zarʼêd rʼonayê bijîn, (çimkî berê rʼonayîyê ji her qencîyê, heqîyê û rʼastîyê dibe) û bizanibin ku çi li Xudan xweş tê. Tʼevî wan kirêd bêbere teʼrîyê nebin, lê wan ser avê xin, çimkî bona wan tiştêd ku ewana bi dizîva dikin şerm e jî ku bê xeberdanê. Lê gava her tişt tê ber rʼonayê, aşkere dibe, çimkî her tiştê ku aşkere dibe, dibe rʼonayî. Bona vê yekê hatîye gotinê: «Xewixîyo, hʼişyar be! Ji nav mirîya rʼabe û Mesîh wê te rʼonayî ke». Awa binihêrʼin ku hûn nigê xwe fesal bavêjin, nebine mîna bêfeʼma, lê mîna serwaxta. Dest bidine ber wext, çimkî zemanî xirab e. Bona vê yekê bêfeʼm nîbin, lê belê bizanibin çi ye qirara Xudan. Û bi şeravê serxweş nebin, ku eʼmirê mêriv pʼûçʼ dike, lê bi Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî bin. Zebûr û dirozga, stiranêd rʼuhʼanî hevdurʼa bêjin, bistirên û dilê xweda Xudanrʼa bilovînin. Her gav bona her tiştî rʼazîbûnê bidine Bav Xwedê, bi navê Xudanê me Îsa Mesîh. Bi xofa Mesîhe nava xweda li ber hevdu xwe bişkênin. Kʼulfetno, usa xwe li ber mêrêd xwe bişkênin, çawa li ber Xudan, çimkî mêr serê jinê ye, çawa Mesîh jî serê civînê ye û Xwexa Xilazkirê bedena Xwe ye. Û çawa civîn li ber Mesîh xwe dişkêne, bira usa jî jin her tiştîda ber mêrê xwe şkestî be. Mêrno, jinêd xwe hʼiz bikin, çawa ku Mesîh civîn hʼiz kir û jîyîna Xwe ber wêva da, wekî wê bi xeberê buhurtî-jibare ke, pê avê bişo, ku civînê li ber Xwe qeşeng bide sekinandinê, ku tʼu lekʼe yan qerçʼimok, yan tiştekî mîna van ser tʼunebe, lê paqij û bêqusûr be. Usa jî gerekê mêr jina xwe hʼiz bike, çawa bedena xwe. Yê ku jina xwe hʼiz dike, ew xwe hʼiz dike. Çimkî bedena tʼu kesî ber çʼeʼvê wî ne rʼeş e, lê wê tʼêr dike û xwey dike, çawa Mesîh jî civînê, çimkî em endemêd bedena Wî ne. Çawa nivîsar e: «Bona vê yekê mêr wê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jinê bigire û her du wê bibine bedenek». Eva surʼa kʼûr e, lê ez gotina xwe tînime ser Mesîh û civînê. Belê ji we her kes jî bira jina xwe hʼiz bike çawa xwe û jin ji mêrê xwe xof bike. Zarʼno, çawa bawermendêd Xudan gurʼa dê û bavê xweda bin, çimkî ev yek rʼast e. «Qedirê dê û bavê xwe bigire» ku ev e tʼemîya pêşin tʼevî sozdayînê, «wekî çerxa te rʼast be û ser eʼrdê eʼmirê te dirêj be». Û hûn bavno, zarʼêd xwe hêrs neêxin, lê wan bi şîret û hînkirina Xudan mezin kin. Xulamno, bi xof û tirs, dilê sax gurʼa xweyîyêd xweye vê dinêda bin, çawa gurʼa Mesîhda, ne ku bi xulamtîya li ber çʼeʼva, ku li meriva xweş bên, lê çawa xulamêd Mesîh bi dil qirara Xwedê biqedînin. Bi rʼezedilî xulamtîyê bikin, çawa Xudanrʼa, ne ku merivarʼa. Hûn zanin ku her kes, heger xulam be, heger aza, çi qencîyê ku bike, weke wê jî wê ji Xudan bistîne. Hûn jî xweyîno, hindava wanda usa bin. Dest ji gef-gurʼîyê bikin. Hûn zanin ku Xweyê wan jî, Yê we jî li eʼzmana ye û cem Wî tʼu firqî tʼune. Heyneser, yektîya Xudanda qewat bin, bi zorayîya qewata Wî. Her çʼekê Xwedê li xwe kin, ku hûn bikaribin miqabilî hʼunurêd mîrêcin bisekinin. Çimkî şerʼê me ne miqabilî xûn û goşt e, lê miqabilî serwêrtî û hʼukumetîya ye, miqabilî mîrêd vê dinya teʼrî ye û miqabilî ordîyêd rʼuhʼanîye xirabe li dîyarê eʼzmana ne. Bona vê yekê çʼekêd Xwedê hildin, ku hûn bikaribin li ber rʼoja oxirmê giran bisekinin û piştî kirina her tiştîrʼa, cîyê xweda qewîn bisekinin. Awa cîyê xweda bisekinin, rʼastîyê mîna kʼemberê li pişta xwe bişidînin, heqîyê mîna zirihʼê li sîngê xwe wergirin û sol nigêd weda, bona Mizgînîya eʼdilayîyê hazir sekinî bin. Li ser her tiştîrʼa jî bawerîyê mîna mertʼalê bigirine xwe, bi kʼîjanê hûnê bikaribin hʼemû tîrêd agirîye ku yê Xirab davêje, bitemirînin. Û xilazbûnê mîna kʼumzirihʼê hildin, mîna şûr jî xebera Xwedê, ku ji Rʼuhʼê Pîroz e. Bi hʼemû dua û rʼeca her gav dua bikin pê Rʼuhʼê Pîroz. Ser vê yekê hʼişyar bimînin û bona tʼemamîya cimeʼta Xwedê tʼimê dua bikin. Û bona min jî dua bikin, ku gava ez xeber dim, gotinek minrʼa bê dayînê, wekî mêrkʼîmî surʼa Mizgînîyê eʼyan kim, bona Kʼîjanê ez bi van qeydê xwe qasidîyê dikim. Dua bikin, wekî ez bona Wê turuş kim xeber dim, çawa lazim e. Wekî hûn jî bona min bizanibin, haş ji hʼal-hʼewalê min hebin, Tixîkoyê birayê delal û qulixkʼarê amin yektîya Xudanda wê her tiştî werʼa bêje. Ez bona wê yekê wî ser weda dişînim, wekî hûn haş ji me hebin û ew bi vê yekê dil bide we. De bira eʼdilayî û hʼizkirin bawerîyêva tʼevayî ji Bav Xwedê û Xudan Îsa Mesîh li xûşk-bira be. Bira kʼerem tʼevî wan hʼemûya be, yêd ku bi hʼizkirina bê xilazî Xudanê me Îsa Mesîh hʼiz dikin. Ji Pawlos û Tîmotʼêyoyê xulamêd Mesîh Îsa, tʼemamîya cimeʼta Xwedêrʼa, yêd ku pʼara Mesîh Îsa ne û li alîyêd Fîlîpyayê dimînin, tʼevayîya berpirsîyar û berdestîyêd civînêva: De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be. Ez şikirîya xwe Xwedêyê xwe tînim gava her gav we bîr tînim, tʼimê nava hʼemû duayêd xweda, bona we hʼemûya bi dilê şa dua dikim, çimkî hûn rʼoja pêşinda hʼeta îro tʼevî şixulê Mizgînîdayînê bûne. Û ez vê yekêda guman im, Ewê ku dilê weda dest bi şixulê Xweyî qenc kirîye, wê hʼeta Rʼoja hatina Mesîh Îsa jî bigihîne sêrî. Hûn dilê minda ne û heq e jî ku ez bona we hʼemûya aha bifikirim. Çimkî hûn hʼemû jî tʼevî wê kʼeremê bûne, ya ku ji Xwedêda minrʼa hatîye dayînê, çawa ez niha qeydada me, usa jî bona Mizgînîyê sekinî bûm û min ew dida makkirinê. Xwedê şeʼdê min e, ku ez bi hʼuba Mesîh Îsa çiqasî hʼeyra we hʼemûyada me. Û ez vê duayê dikim, ku hʼizkirina we hê-hê bi zanebûn û serwaxtîya gihîştîva zêde be, wekî kʼîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin. Hingê hûnê Rʼoja hatina Mesîhda şîrhʼelal û bêlekʼe bin û bi saya Îsa Mesîh bi berêd heqîyêva tʼijîbûyî bin, bona rʼûmet û pesinê Xwedê. Ez dixwazim ku hûn bizanibin xûşk-birano, wekî çi ku hate serê min, ewê hê kʼar da pêşdaçûyîna Mizgînîyê. Awa tʼevayîya kʼoma kʼoçʼikserêva, usa jî hʼemûyêd mayînva eʼyan e ku ez bona navê Mesîh nava van qeydada me. Û dilê pʼirʼanîya bawermenda jî bi van qeydêd min yektîya Xudanda şidîyan, ku hê bi mêrkʼîmî xebera Xwedê bê xof û tirs bêjin. Rʼast e hinek ji hʼevsûdîyê û mixenetîyê Mesîh dannasîn dikin, lê hinek jî ji nêta qencîyê. Evana ji hʼizkirinê dannasîn dikin, çimkî ew zanin ku ez ser vî qulixî hatime danînê, ku piştgirîyê Mizgînîyê bikim. Lê yêd mayîn bona hevrʼikʼîyê Mesîh dannasîn dikin, ne bi dilê rʼast. Ew difikirin, ku tengasîyê ser qeydêd minda zêde kin. Lê firqî tʼune! Çawa jî bibe, heger ewana bi qelpîyê yan bi rʼastîyê Mesîh dannasîn dikin, ez bi vê yekê şa me. Belê ezê şa bim jî, çimkî ez zanim ku ev yek wê axirîyê li ber azabûna min kʼeve, bi duayêd we û alîkʼarîya Rʼuhʼê Îsa Mesîh. Ez guman û çʼeʼvnihêrʼîya vê yekê me, ku tʼu tiştîva ezê şermî nemînim, lê belê hê mêrkʼîmî bim, çawa her gav usa jî niha pesinê Mesîh bi qalibê min bê dayînê, heger bi mirina min be, yan jî bi jîyîna min be. Çimkî bona min jîyîn Mesîh e û mirin jî kʼar e. Heger jîyîna vî qalibîda hê kʼarê dide şixulê min, ez nizanim kʼîjanî bibijêrim. Kʼetime nava du kevira: Ez hʼizret im ku ji vî qalibî derêm, herʼime cem Mesîh, minrʼa eva hê gelekî qenc e, lê mayîna mine vî qalibîda hê bona kʼara we ye. Ez vê yekê ku bê şik bawer dikim, lema jî zanim ku ezê bimînim, tʼevî we hʼemûya bim, wekî hûn hê pêşda herʼin û bawerîyêda şa bin. Awa gava ez dîsa bême cem we, hûn pê min bi saya Mesîh Îsa hê firʼnaq bin. Lê tʼenê çawa layîqî Mizgînîya Mesîh e, hûn xwe usa xwey kin, ku heger ser weda bêm û we bibînim yan dûrva bibihêm bizanibim ku we bi rʼuhʼ û dilekî pişt daye pişta hev, bona şerʼkʼarîya bawerîya Mizgînîyê sekinî ne. Tʼu alîyava ji peykʼetîyêd xwe venekʼişin. Ev yek nîşaneke undabûna wan û xilazbûna we ye û ev jî ji Xwedê ye. Eva kʼerema Xwedê bona xatirê Mesîh daye we, wekî ne ku tʼenê hûn bawerîya xwe Wî bînin, lê bona Wî cefê jî bikʼişînin. Niha jî hûn nava wî şerʼîda ne, kʼîjan ku we ser min dît û niha bona min dibihên. Awa heger tʼevbûna weye tʼevî Mesîh bîna ber we ye, heger hʼizkirina Wî dil dide ber we, heger Rʼuhʼê Pîroz we dike yek, heger dilşewatî û rʼeʼma we heye, eşqa dilê min bi tʼifaqa xwe hûn bigihînine sêrî: Bira ew hʼizkirina nava weda be û ser nêt û fikirekê bin. Tiştekî bi hevrʼikʼîyê nekin û li navê xwe negerʼin, lê ji we her yek bi milûktîyê hevalê xwe ser xwerʼa bigire. Tʼenê li kʼara xwe negerʼin, lê bira her kes li kʼara hevalê xwe jî bigerʼe. Mesîh Îsa ser çi nêt-fikirê bû, ji we her kes jî usa bifikire: Ew ku binyatʼa Xweda Xwedê bû, pey wê yekê nekʼet, ku bima weke Xwedê, lê Xwexa Xwe şkênand, kʼete binyatʼa xulamekî û bû mîna meriva, kʼete dilqê însên. Ewî Xwe nimiz kir, hʼeta mirinêrʼa jî qayl bû, ew jî mirina ser xaçê. Bona vê yekê Xwedê Ew hê bilind kir û navekî usa pʼêşkʼêşî Wî kir, ku ji hʼemû nava bilindtir e, wekî her çok li ber navê Îsa bitewe, heger li eʼzmên be, heger ser dinê be, heger li dîyarê mirîya be û her zar-ziman îqrar ke, ku Îsa Mesîh Xudan e, bona rʼûmeta Bav Xwedê. Awa delalîyêd minno, çawa ez nava weda bûm hûn tʼimê guhdar bûn, niha hê gelekî guhdar bin, gava ne nava weda me. Bona xilazbûna xwe bi xof û tirs bixebitin, ku wê yekê bigihînine sêrî, çimkî Xwedê Xwexa vê yekê dike dilê we, ku hûn dixwazin û dikin, çawa li Wî xweş tê. Her tiştî bê bîntengî û bê şerʼ û deʼw bikin, wekî hûn nava vî nisilê neheq û xalifîda bêlekʼe û bêqusûr, zarʼêd Xwedêye bêsûc bin. Nava vanda şewq bidin mîna rʼonayêd eʼzmana, çawa yêd xebera jîyînê hilgirtî. Ezê hingê Rʼoja hatina Mesîh rʼûspî bim, ku badîhewa nebezîme û badîhewa nexebitîme. Belê heger cî bê ku xûna min ser wê bawerîya weda bê rʼêtinê, ya ku xizmetkʼarîya weda çawa qurban Xwedêrʼa tê dayînê, ezê şa bim û tʼevî eşqa we bim. Usa jî hûn şa bin, tʼevî eşqa min bin. Gumana min ser Îsa Xudan heye, ku ezê zûtirekê Tîmotʼêyo ser weda bişînim, ku dilê min rʼihʼet be, gava ez hʼalê we pê bihʼesim. Ez dilê xwerʼa yekî mîna wî nabînim, ku bona hʼalê we mîna pêşewitîkî xem bixwe. Çimkî yêd mayîn her kes li pey kʼara xwe kʼetîye, ne ku ya Îsa Mesîh. Lê hûn xwexa zanin ku ew yekî çawayî cêrʼibandî ye û xwexa tʼevî min Mizgînîdayînêrʼa usa xizmetî kir, çawa kurʼ bavêrʼa. Awa nêta min heye, ku ez ewî zû bişînime cem we, gava ez haş ji hʼal-hʼewalê xwe hebim. Û ez Xudanda guman im, ku ezê xwexa jî zûtirekê ser weda bêm. Lê min usa rʼê têrʼa dît, wekî ez wî birayê me Êpafrodîto bişînime cem we, yê ku tʼevî min xebitî û şerʼê xwe kir, kʼîjan we şandibû ku kʼomek bida min. Ewî jî gelekî bîra we kirîye û ber xwe dikʼeve, wekî we bona nexweşîya wî bihîstîye. Rʼastî jî ew nexweş kʼet, çû ber derê mirinê. Lê Xwedê li wî hate rʼeʼmê, ne ku tʼenê li wî, lê usa jî li min, wekî ser kʼederê kʼeder ser minda neyê. Bona vê yekê ez wî bi dil dişînim, wekî hûn wî bibînin, dîsa şa bin û ez ber xwe nekʼevim. Awa bona xatirê navê Xudan ewî bi tʼemamîya eşqa dilê xwe qebûl kin. Qedirê yêd mîna wî giran bigirin, çimkî ew bona şixulê Mesîh hʼeta ber derê mirinê jî çû û destê xwe ji eʼmirê xwe jî kʼişand, wekî dewsa wê xizmetkʼarîya ku weyê minrʼa bikira ewî xwexa bikira. Heyneser xûşk-birayêd min, bi Xudan şa bin! Ez aciz nabim ku dîsa wan tişta werʼa dinivîsim, lê ew bona bêxofîya we ye. Hʼevza xwe ji «se-kûçʼika» bikin, hʼevza xwe ji pʼalêd xirab bikin, hʼevza xwe ji wan bikin, yêd ku qalib dibirʼin, sinet dikin. Çimkî sinetîya rʼast ya me ye, ku bi Rʼuhʼê Xwedê em dihʼebînin û bi Mesîh Îsa difirʼin. Gumana me ne ser nav-nîşanêd qalib e, lê rʼast bêjim ez dikarim gumana xwe bidime ser wan nav-nîşanêd qalib. Heger yek difikire, ku gumana wî ser qalib heye, ya min hê zêde heye. Rʼoja hʼeyşta sinet bûme, ji rʼikʼinyata Îsraêl im, ji qebîla Binyamîn, îbranî me û kurʼê îbranîya, alîyê Qanûnêda fêrisî, min kʼerbî xîretê civîna Xwedê dizêrand, hindava wê rʼastbûna ku ji Qanûnê tê ez bêlekʼe bûm. Lê çi ku kʼara min bû, min bona Mesîh zîyan hʼesab kirîye. Û serda jî ez her tiştî zîyan hʼesab dikim û himberî vê yekê nakim, ku Xudanê xwe Mesîh Îsa nas bikim, ku kʼara ser kʼara ye! Bona xatirê Wî ez ji her tiştî qetîyam û çawa gemar hʼesab dikim, wekî Mesîh qazinc kim û tʼevî Wî bibime yek. Îdî ev rʼastîya min, ne ku ji qanûnqedandina min tê, lê ji Xwedê ye, ya ku hʼîmê wê ji bawerîya ser Mesîh e. Ez dixwazim Wî û qewata rʼabûna Wîye ji mirinê nas kim û tʼevî cefayêd Wî bim, bikʼevime hʼalê mirina Wî, ku bi awayîkî bikaribim bigihîjime rʼabûna mirîya. Ez nabêjim ku ez îdî gihîştime meremê xwe yan jî îdî kʼamil bûme, lê ez pey kʼetime, ku wê xelatê qazinc kim, bona kʼîjanê Mesîh Îsa ez qazinc kirime. Xûşk-birano, ez xwe hʼesab nakim, ku min ew yek qazinc kirîye, lê serî ew e, ku ez tiştêd pişt xweva hiştî bîr bikim, xwe bavêjime yêd pêşîya xwe, diceʼdînim bigihîjime meremê xwe, wê lecxelata jorçûyînê, awa gotî gazîya Xwedêye bi saya Mesîh Îsa bistînim. Awa ji me hʼemûya, îdî kʼî «gihîştî» ye, gerekê aha bifikire. Lê heger tiştekî din jî dilê weda hebe, ewê yekê jî Xwedê wê ber we veke. Lê tʼenê em gihîştine çi derecê, anegorî wê yekê bijîn. Çʼeʼv bidine min xûşk-birano û dîna xwe bidine wan, yêd ku usa xwe xwey dikin, çawa ku me bi rʼabûn-rʼûniştina xwe nîşanî we kirîye. Çimkî gelek jîyîna xweda dijminêd xaçê Mesîh in, bona kʼîjana min gelek cara werʼa gotîye, niha jî bi girî dibêjim. Axirîya wan undabûn e, xwedêyê wan zikê wan e û kirêd wane şermî jî rʼûmeta wan e. Ewana tʼenê ser tiştêd vê dinê difikirin. Lê welatê me li eʼzmana ye, ji kʼu em çʼeʼvnihêrʼîya Xilazkir, Xudan Îsa Mesîh in. Ewê qalibê meye tʼengezar biguhêze û bike mîna qalibê Xweyî xweyîrʼûmet, bi wê qewata ku dikare her tiştî bike bindestê Xwe. Niha xûşk-birayêd mine şîrin û hʼeyran, hûn in şabûn û kʼofîya serê min delalno, yektîya Xudanda aha qewîn bimînin. Ez hîvî ji Eyodîyayê dikim û hîvî ji Sintîxayê dikim, çawa tʼevî Xudan yekbûyî bira li hev bên. Belê ez hîvî ji te jî dikim hevalbarê minî amin, tu jî alî wan kʼulfeta bike. Evana tʼevî min xebata Mizgînîdayînêda xûdan rʼêtine, usa jî tʼevî Klêmês û heval-xebatêd mine mayîn, ku navêd kʼîjana kʼitêba jîyînêda nivîsar in. Tʼimê pê Xudan şa bin, dîsa dibêjim tʼimê şa bin! Bira berbihêrîya we hʼemû merivava eʼyan be. Xudan nêzîk e. Bona tʼu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, rʼazîbûnêva tʼevayî, Xwedêva eʼyan be. Û eʼdilayîya Xwedê ku ji her hʼiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd we yektîya Mesîh Îsada xwey ke. Heyneser xûşk-birano, çi ku bi rʼastîyê ye, çi ku bi maqûltîyê ye, çi ku bi heqîyê ye, çi ku bi hʼelalîyê ye, çi ku bi xweşîyê ye, çi ku bi firasetîyê ye û her tiştêd ku eʼsilî û layîqî qencgotinê ne, ser van tişta bifikirin. Hûn ji min çi hîn bûn, we çi stand, çi bihîst û çi dît wê yekê bikin û Xwedêyê eʼdilayîyê wê tʼevî we be. Ez bi saya Xudan gelekî şa me, ku we pey haqas wextrʼa ez bîr anîm, bona min xem xwar. Belê we dikir jî, lê mecal nedikʼete we. Ne ku ez hʼewcê tiştekî me ku vê yekê werʼa dibêjim. Ez hîn bûme, ku hʼemû hʼalîda rʼazî bim. Tʼunebûnê zanim, hebûnê zanim, ez her alîyîda û her hʼalîda ser vê surʼê vebûme û hîn bûme ku rʼazî bim, heger tʼêr bim, heger birʼçî, yan hebûnêda bim yan jî tʼunebûnêda. Ez her tiştî bi saya Wî dikarim, Yê ku qewatê dide min. Lê we qenc kir, ku tengasîya minda kʼomek da min. Û belê hûn jî zanin gelî fîlîpîya, ku ji serê dannasînîya Mizgînîyêda gava ez ji Mekedonyayê derkʼetim, tʼu civînê tʼevkʼarîyêda destê xwe dirêjî min nekir, pêştirî we. Çimkî carekê-duda ew tiştêd minrʼa kêrhatî we hʼeta Tʼêsalonîkîyê jî şandin. Ez ne ku tiştekî pʼêşkʼêş dixwazim, lê dixwazim ku kʼar ser hʼesabê weda zêde be. Min her tişt standîye û nava hebûnêda me. Ew tiştêd ku we bi destê Êpafrodîto minrʼa şandine ew besî min in. Ew dayîna we bîneke xweş e, hʼedîya qebûl û li Xwedê xweş e. Û Xwedêyê min wê hʼemû kêmasîyêd we pê wê xizna Xweye rʼûmete ji Mesîh Îsa tʼijî ke. Awa şikir ji Xwedê û Bavê me, hʼeta-hʼetayê! Amîn. Tʼemamîya cimeʼta Xwedêye pʼara Mesîh Îsa silav kin. Ew birayêd ku tʼevî min in li we silav dikin. Tʼemamîya cimeʼta Xwedê li we silav dike, îlahî ewêd ku ji mala Qeyser in. Kʼerema Xudan Îsa Mesîh tʼevî rʼuhʼê we be. Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa û ji Tîmotʼêyoyê bira, cimeʼta Xwedêrʼa, wan xûşk-birayêd amine yektîya Mesîhda ku Kolosyayêda dimînin: De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bavê me li we be. Em tʼimê gava bona we dua dikin, şikirîya xwe li Xwedêyê Bavê Xudanê xwe Îsa Mesîh tînin, çimkî me bona wê bawerîya weye ser Mesîh Îsa û wê hʼizkirina weye hindava tʼemamîya cimeʼta Xwedêda bihîstîye. Ev yek ji vê gumanê tê, ya ku eʼzmanada werʼa tê xweyîkirinê, bona kʼîjanê we bihîstîye, gava pêşda xebera Mizgînîyêye rʼast gihîşte we. Û ew Mizgînî tʼemamîya dinyayêda digihîje û ber dide, çawa nava weda jî ji wê rʼojêda, gava we bihîst û kʼerema Xwedê tʼemamîya rʼastîya wêva nas kir. Hûn vê yekê ji hevalxulamê meyî hʼizkirî Êpafras hîn bûne, ku hindava meda berdestîkî Mesîhî amin e. Ewî bona wê hʼizkirina ku Rʼuhʼ daye we merʼa got. Bona wê yekê jî ji wê rʼojêda girtî, gava me bona we bihîst, me dest ji dua û hîvîkirinê nekʼişandîye, wekî hûn zanebûna eʼmirê Xwedêda gihîştî bin, bi hʼemû serwaxtî û zanebûna rʼuhʼanîva tʼijî bin, wekî hûn bikaribin xwe usa xwey kin, çawa layîqî Xudan e, her alîyava li Wî xweş bên, her qencîkirinêda xweyîber bin, bi zanebûna Xwedê bigihîjin. Bira hûn anegorî tʼemamîya wê qewata Wîye ku ji zorayîya Wîye xweyîrʼûmet tê qewat bin, ku hûn her tiştîda bi dûmika dirêj sebir bikin. Bi eşq şikirîya xwe bidine Bavê, ku hûn layîqî vê yekê kirine, wekî hûn Pʼadşatîya rʼonayêda tʼevî cimeʼta Wî bibine xweyîpʼar. Ewî em ji hʼukumetîya teʼrîstanîyê xilaz kirin û cî-guhastî Pʼadşatîya Kurʼê Xweyî hʼizkirî kirin, pê kʼîjanî em aza bûn, awa gotî me baxşandina guna stand. Ew e sûretê Xwedêyê ku xuya nabe, Ew Nixurîyê ser hʼemû eʼfirînarʼa. Çimkî bi destê Wî her tiştêd li eʼrd û eʼzmana eʼfirîne, çi ku xuya dibin, çi ku xuya nabin, heger kʼursî yan xudantî bin, heger serwêrtî yan hʼukumetî bin, her tişt bi destê Wî û bona Wî eʼfirîne. Ew berî her tiştî hebû û her tişt bi saya serê Wî cîyê xweda dimînin. Ew e serê Bedenê, awa gotî serê civînê, destpêbûna wê û nixurîyê ji nava mirîya, wekî her tiştîda Ew bibe Yê pêş. Çimkî li Xwedê xweş hat, ku tʼemamîya binyatʼa xwedêtîyê nava Wîda be û bi Wî her tiştî tʼevî Xwe li hev bîne, heger li ser eʼrdê be, yan jî li eʼzmana be, bi wê xûna Wîye ser xaçê rʼijîyayî eʼdilayîyê bike. Hûn jî ku wextekê ji dest fikir û kirinêd xweye xirab, xerîb û neyarêd Xwedê bûn, lê niha Ewî bi mirina Mesîhe bedenî hûn tʼevî Xwe li hev anîn, wekî we li ber Xwe pîroz, bêlekʼe û bêsûc bide sekinandinê. Lê tʼenê gerekê hûn bawerîyêda hʼîmgirtî qewîn bimînin û ji wê gumana Mizgînîyê nekʼevin, ya ku we bihîst û wan hʼemûyarʼa, yêd ku bin pʼerʼê eʼzmênda dimînin hate dannasînkirinê. Û ez, Pawlos bûme berdestîyê wê. Ez niha van cefayêd xweda, kʼîjana ku bona we dikʼişînim, şa me û wan tengasîyêd Mesîhe mayîn bi canîya xwe bona Bedena Wî, ya ku civîn e, tʼemam dikim. Ez wê civînêrʼa bûme berdestî, ev yek alîyê Xwedêda çawa deyn kʼete stûyê min, wekî gotina Xwedê tʼemamîyê pêva bigihînime we, ew surʼa ku ji dewr û qurʼnada veşartî bû, lê niha cimeʼta Wîva eʼyan bû. Xwedê xwest li ber cimeʼta Xwe veke, ku çi dewlemendtîke xweyîrʼûmet vê surʼêda bona hʼemû mileta heye. Û ew surʼ ev e, ku Mesîh nava weda ye, awa gotî hûn gumana wê yekê ne, ku pʼara rʼûmetê bin. Em Wî dannasîn dikin, her kesî şîret dikin, her kesî bi hʼemû serwaxtîyê hîn dikin, wekî her kesî yektîya Mesîhda gihîştî li ber Xwedê bidine sekinandinê. Bona wê yekê jî ez dixebitim û anegorî wê qewata Wî şerʼê xwe dikim, Ya ku nava minda bi zorayî ya Xwe dike. Ez dixwazim hûn zanibin ku ez çi şerʼî dikim bona we, yêd Lawdikyayê û hʼemûyêd ku rʼû bi rʼû ez nedîtime. Ez aha dikim, wekî dilşidîyayî bin, hʼizkirinêda bibin yek û bigihîjine tʼemamîya dewlemendtîya feʼmdarîyê. Hingê ewê surʼa Xwedê nas kin, ku Mesîh e. Ew e kʼilîta hʼemû xizna zanebûnê û serwaxtîya veşartî. Ez vê yekê dibêjim, wekî tʼu kes we bi zarê şîrin nexalifîne. Rʼast e ez bedena xweda ji we dûr im, lê rʼuhʼê xweda tʼevî we me û ez şa me ku pʼergalîya weye tʼifaq û ew bawerîya weye ser Mesîh şidîyayî dibînim. Awa we çawa Xudan Mesîh Îsa qebûl kir, usa jî yektîya Wîda bijîn, rʼaw avîtî, ser Wî çêkirî û bawerîyêda şidîyayî hʼîmgirtî bin, çawa hûn hatine hînkirinê. Û her gav bi dilê rʼazî şikirîyê bidine Wî. Haş ji xwe hebin, nebe ku yek bi serwaxtîya derewe pʼûçʼ dilê we bike hêsîr. Ew ji eʼdetêd meriva û sixirêd vê dinyayê tên, ne ji Mesîh. Çimkî tʼemamîya binyatʼa Xwedêtîyê nava Mesîhê bedenîda ye û hûn jî yektîya Wîda gihîştî ne, ku serê hʼemû serwêrtîya û hʼukumetîya ye. Yektîya Wîda hûn bi sineta bê dest ji alîyê Mesîhda dilê xweda hatine sinetkirinê, ji binyatʼa xweye gunekʼar hatine birʼînê. Gava hûn pê avê hatine nixumandinê, tʼevî Wî hatine definkirinê û bi wê nixumandinê jî hûn tʼevî Wî ji mirinê rʼabûn, çimkî we bawerîya xwe bi qewata Wî Xwedêyî anî, Yê ku Mesîh ji mirinê rʼakir. Û hûn wextekê bi rʼuhʼanî nava neheqîya û binyatʼa xweye gunekʼare nesinetkirîda mirî bûn, lê Xwedê hûn tʼevî Mesîh sax kirin. Ewî hʼemû neheqîyêd me baxşandine me û ew kʼaxaza deynêd meye ku bi qeyde-qanûnî miqabilî me hatibû nivîsarê rʼesît kir, ji navê hilda xaçva mix kir. Bi wî xaçî Mesîh çʼekêd serwêr û hʼukumetêd teʼrîstanîyê da danînê, ew çawa hêsîr pey Xwe birin, nava kʼoma Xweye serkʼetîda kirine sosret. Awa guh nedine tʼu kesî, yêd ku bona pirsa xwarin, vexwarinê yan jî bona pirsa cejina û cejinêd hîva nû usa jî rʼojêd şemîya, we lomekʼar dikin. Ev hʼemû sîya wan tişta ne, yêd ku wê bên, lê rʼastî Mesîh e. Nebe ku yek destê we ji lecxelatê bike, yê ku bi xwenimizkirina hʼilekʼarî, milyakʼet-hʼebandinê û bi gîrobûna dîtinêd ber çʼeʼva mijûl e. Yêd usa bi fikirêd pʼûçʼe merivayî pʼişika xweda diwerimin û xwe îdî li Sêrî nagirin, ku Mesîh e. Bi Wî tʼemamîya bedenê bi pʼevgirêk û sêvikava hevva girêdayî tê xweyîkirinê û bi gîhandina Xwedê digihîje, li gora xwestina Wî. Awa heger hûn tʼevî Mesîh mirine û ji sixirêd vê dinyayê aza bûne, îdî hûn çima mîna berê pey eʼrf-eʼdetêd vê dinyayê diçin? Hûn çima guh didine tʼemîyêd aha? Mesele: «Nêzîk nebe, teʼm neke, lê nekʼeve». Ev hʼemû mijûlî jî wê pʼûçʼ bin herʼin, evana ji tʼemî û hînkirinêd meriva ne. Feʼmdarî ye ku ev eʼrf-eʼdet çawa serwaxtî xuya dibin, gava dikine stûyê xwe ku milyakʼeta bihʼebînin, xwe nimiz kin û bedena xwe bidine cefê, lê ev hʼemû miqabilî binyatʼa gunekʼar tʼu tiştî nakin. Awa ku hûn tʼevî Mesîh ji mirinê rʼabûne, ku usa ye li tiştêd jorin bigerʼin, wê dera kʼu Mesîh li milê Xwedêyî rʼastê rʼûniştî ye. Ser tiştêd jorin bifikirin, ne ku ser tiştêd vê dinyayê. Çimkî hûn mirine û eʼmirê we tʼevî Mesîh cem Xwedê veşartî ye. Gava Mesîh, ku eʼmirê we ye xuya be, hûnê jî hingê tʼevî Wî bi rʼûmeta Wî xuya bin. Awa xwestinêd dilê xweye vê dinê bikujin: Bênamûsîyê, hʼeramîyê, temê xirab, dilhavijîya xirab û timayê, ku pʼûtpʼaristî ye. Ev in sebeb ku xezeba Xwedê wê ser wan merivêd ku ne gurʼa Wîda ne bê. We jî wextekê ew tişt dikirin, gava we nava wan kirêd xirabda dijît. Lê niha hûn van hʼemûya ji xwe dûr xin: Hêrsê, berzeqîyê, xirabîyê, tiştêd nebûyî û xeberêd necayîz ji devê xwe. Hevdurʼa derewa nekin, çimkî we merivê kevin kirêd wîva ji ser xwe êxistîye û ewî nû li xwe kirîye. Ew merivê nû rʼoj bi rʼoj anegorî sûretê Eʼfirandarê xwe tê nûkirinê, wekî Xwedê tʼam nas ke. Îdî firqî ne nava cihû û necihûyada heye, ne nava sinetkirî û nesinetkirîyada, ne barbar û beyanîyada û ne jî xulam û azayada, lê serî Mesîh e û Mesîh e nava her bawermendîda. Awa çawa cimeʼta Xwedêye bijartîye pîroz û hʼizkirî, dilşewatîyê, qencîyê, milûktîyê, berbihêrîyê û sebirê li xwe wergirin. Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin, heger gazinê yekî li hindava yekîda hebe. Çawa Xudan baxşande we, hûn jî usa bibaxşînine hev. Û ser van hʼemûyada hʼizkirinê li xwe kin, ya ku van hʼemûya bi yektîya tʼam hevva girêdide. Bira eʼdilayîya Mesîh serwêrtîyê nêt-fikirêd we bike. Bona wê eʼdilayîyê hûn hatine gazîkirinê, ku bibine mîna bedenekê. Û şêkirdar bin. Bira xebera Mesîh bi dewlemendtîya xweva nava weda bimîne. Bi hʼemû serwaxtîyê li hev hîn kin û şîret kin, zebûra û her cûrʼe stiranêd rʼuhʼanî bi şikirdarî dilê xweda bona Xwedê bistirên. Û çi jî ku hûn bi xebera yan kira bikin, her tiştî bi saya navê Xudan Îsa bikin, bi destê Wî şikirîyê bidine Bav Xwedê. Kʼulfetno, gurʼa mêrêd xweda bin, çawa ku li yektîya Xudan dikʼeve. Mêrno, kʼulfetêd xwe hʼiz bikin, dilê wan neêşînin. Zarʼno, her tiştîda gurʼa dê û bavê xweda bin, çimkî ew yek li Xudan xweş tê. Bavno, hêrsa zarʼêd xwe rʼanekin, wekî ew ber xwe nekʼevin. Xulamno, her tiştîda gurʼa xweyîyêd xweye vê dinêda bin, ne ku bi hʼilekʼarîyê xwe bikine dilê meriva ku bêne kʼifşê, lê bi dilê sax û xofa Xudan xulamtîyê bikin. Û çi jî bikin, bi dil û can bikin, çawa bona Xudan, ne ku bona meriva. Zanibin ku hûnê ji Xudan bêne xelatkirinê, warê jorin bistînin. Çimkî Xudan Mesîhrʼa hûn xulamtîyê dikin. Lê yê neheq wê weke neheqîya xwe bistîne, çimkî li cem Xwedê tʼu firqî tʼune. Xweyîno, xulamêd xwerʼa heqîyê û rʼastîyê bikin. Bizanibin ku Xweyê we jî li eʼzmên heye. Her gav xwe bidine dua, duakirinêda hʼişyar bimînin, şikirîya xwe li Xwedê bînin. Bona me jî dua bikin, wekî Xwedê derî bona xeberdanê li ber me veke, ku em surʼa Mesîh eʼlam kin, bona kʼîjanê jî ez van qeydada me. Dua bikin, ku ez wê usa zelal bidime eʼyankirinê, çawa borcê min ew gerekê bê gotinê. Hindava nebawerada serwaxt bin û dest bidine ber wext. Bira xeberdana we tʼimê meʼrîfetî û xwêkirî be û bizanibin ku çawa cayîz e caba her kesî bidin. Bona min Tixîko wê her tiştî werʼa bêje. Ew birakî delal e, berdestîkî amin û heval-xulamekî yektîya Xudanda ye. Ez bona wê yekê wî ser weda dişînim, wekî hûn haş ji me hebin û ew bi vê yekê dil bide we. Ez wî tʼevî birayê meyî aminî delal Onîsîmo dişînim, ku ew ji we ye jî. Ewana werʼa wê bona her tiştêd ku li vir diqewimin bêjin. Erîstarxoyê hevalê minî kelêda li we silav dike, usa jî Marqosê pismamê Barnabas. (Bona wî we tʼemî standîye. Gava bê cem we, wî qebûl kin.) Û Îsayê ku jêrʼa Yûsto jî dibêjin li we silav dike. Evana tʼenê ji alîyê bawermendêd cihûyada bona Pʼadşatîya Xwedê tʼevî şixulê min in û bîna min bi wan derkʼetîye. Silavê Êpafrasê xulamê Mesîh Îsa jî li we hene, ku ew yek ji we ye. Ew her gav bi dil û can bona we dua dike, wekî hûn gihîştî miqerʼm sekinî bin, tʼemamîya eʼmirê Xwedêda bawer bin. Ez şeʼde me, ku ew gelekî bona we, usa jî bona yêd Lawdikyayê û Hîrapolîsêda xîret dike. Lûqayê doxtorê delal li we silav dike, usa jî Dîmas. Silavê bidine xûşk-birayêd Lawdikyayê, Nîmfasa xûşk û civîna mala wêda. Gava eva neʼma nava weda bê xwendinê, usa bikin ku civîna Lawdikyayêda jî bê xwendinê û neʼma lawdikîyarʼa şandî jî hûn bixûnin. Û bêjine Arxîpo: «Bona wî qulixê ku te ji Xudan standîye, miqatî xwe bî, ku bînî sêrî». Eva silava min Pawlos e, min bi destê xwe nivîsî. Qeydêd min bîr nekin! Kʼerema Xwedê werʼa be. Ji Pawlos, Sîlas û Tîmotʼêyo, civîna Tʼêsalonîkîyarʼa, ya ku pʼara Bav Xwedê û Xudan Îsa Mesîh e: De bira kʼerem û eʼdilayî li we be. Em her gav bona we hʼemûya rʼazîbûna xwe didine Xwedê, nava duayêd xweda tʼimê we bîr tînin. Em kirêd bawerîya we, xebata weye ji hʼizkirinê û sebira wê gumana weye ser Xudanê me Îsa Mesîh tînine bîra xwe li ber Xwedê, Bavê me. Em zanin xûşk-birano, ku hûn Xwedêda hʼizkirî û bijartî ne, çimkî Mizgînîdayîna me ne ku tʼenê bi xeberê werʼa hate dayînê, lê usa jî bi qewatê, bi Rʼuhʼê Pîroz û bê şikîyê. Hûn zanin em bona we nava weda çawa bûne. Û we jî çʼeʼv da me û Xudan, nava gelek tengasîyada xeber qebûl kir, bi eşqa Rʼuhʼê Pîroz şa bûn. Bi vî awayî hûn bona hʼemû bawermendêd Mekedonyayê û Axayayê bûne nexşek. Çimkî ew xebera derheqa Xudanda ji we derkʼet bela bû, ne ku tʼenê nava Mekedonyayê û Axayayêda, lê belê bona wê bawerîya weye ser Xwedê, her dera bela bûye, usa ku îdî ne hʼewce ye ku em tiştekî serda zêde kin. Çimkî ewana bona me dibêjin, ku we çawa em qebûl kirine û çawa hûn ji pʼûta li Xwedê vegerʼîyane, ku xulamtîyê Xwedêyê sax û rʼastrʼa bikin û ji eʼzmana hîvîya hatina Kurʼê Wî bin, kʼîjan ku Wî ji nava mirîya rʼakir, Îsayê ku me ji xezeba tê xilaz dike. Hûn xwexa jî zanin xûşk-birano, ku em badîhewa nehatine cem we. Me pêşîyê Fîlîpyayêda cefa kʼişandibû û hatibûne rʼezîlkirinê, çawa hûn zanin, paşê me bi qewata Xwedêyê xwe dîsa turuş kir, nava wê miqabilîya giranda Mizgînîya Xwedê werʼa bêjin. Vê hîvîkirina meda ne tiştekî xêlif heye, ne hʼeramî û ne jî fêlbazî. Lê çawa Xwedê em layîqî vê yekê kirin û Mizgînîdayîn sparte me, em usa xeber didin. Em usa nakin ku li meriva xweş bên, lê li Xwedê, Yê ku dilê me eʼnene dike. Me gotinêd xweda hʼilekʼarî nekirin, çawa hûn zanin, ne jî pey timaya tʼerkelipaskirî kʼetin. Xwedê şeʼde ye! Ne jî em navê xwe gerʼîyan, ne nava weda, ne nava yêd mayînda, belê me dikaribû çawa şandîyêd Mesîh ser we bibûna bargiranî. Lê belê em nava weda rʼûnerm bûne, çawa kevanîk ku zarʼêd xwerʼa dirʼicife. Usa jî dilê me ser we dişewitî, hʼeta ku me dixwest ne ku tʼenê Mizgînîya Xwedê bida we, lê eʼmirê xwe jî, çimkî hûn bibûne delalîyêd me. Ew xebat û cefê me tê bîra we xûşk-birano? Em şev û rʼoj dixebitîn, ku ser we tʼu kesî nebine bargiranî, gava me Mizgînîya Xwedê werʼa dannasîn kir. Hûn xwexa şeʼde ne, usa jî Xwedê, ku em tʼevî we bawermenda çawa hʼelal, rʼast û bêqusûr rʼabûn-rʼûniştin. Hûn pʼak zanin em hindava we her kesîda usa bûne, çawa bav hindava zarʼêd xweda. Me dil dida we, li ber dilê weda dihatin û lava ji we dikir, ku hûn layîqî Wî Xwedêyî bimeşin, Yê ku hûn gazî Pʼadşatî û rʼûmeta Xwe kirine. Û bona vê yekê jî em her gav rʼazîbûnê didine Xwedê: Gava we ji me xebera Xwedê bihîst, we ne ku çawa xebera merivayê, lê çawa xebera Xwedê qebûl kir, rʼast jî usa ye, ku nava we bawermendada Ya xwe dike. Çimkî hûn jî xûşk-birano, kʼetine hʼalê wan civînêd Xwedêye pʼara Mesîh Îsa, ku li Cihûstanê ne, we jî xût ew cefa destê miletê xweda kʼişandin, çawa wan jî destê wan cihûyada, yêd ku hin Xudan Îsa, hin jî pʼêxember kuştin û em jî zêrandin. Evana li Xwedê xweş nayên û miqabilî dinê-eʼlamê ne! Vana dikir, wekî em necihûyarʼa xeber nedin, ku ew xilaz bin. Bi vê yekê her gav kʼasa xweye guna dadigirtin û heyneser xezeb anîne serê xwe. Lê em xûşk-birano, rʼast e demeke kin rʼû bi rʼû ji hev xerîb kʼetin, (lê ne bi dila), em hê kʼetine demana dîtina rʼûyê we. Me xwest em bihatana cem we, min Pawlos xwexa jî xwest çend cara bêm, lê mîrêcin rʼê neda me. Belê kʼî ye gumana me, yan jî şabûn, yan ew kʼofîya em pê difirʼin, ber Xudanê me Îsa, wî zemanê hatina Wîda, heger ne hûn? Rʼast hûn in ew rʼûspîtî û şabûna me. Heyneser, me îdî nikaribû sebir bikira. Em şêwirîn, ku em tʼenê bimînine Atʼînayê û Tîmotʼêyoyê birayê me, yê ku tʼevî me bona Xwedê, Mizgînîya Mesîhda dixebite, ser weda bişînin, ku bawerîya we qewîn ke û dil bide we, wekî van tengasîyada tʼu kes ji we nelikʼume. Çimkî hûn xwexa zanin ku ev yekana bona me ne. Belê gava em cem we bûn, me hê hingêda werʼa digot, ku emê rʼastî tengasîya bên û usa jî bû, çawa hûn zanin. Bona vê yekê min îdî sebir nekir, Tîmotʼêyo şand, wekî ez haş ji bawerîya we hebim, ku nebe Cêrʼibandkir hûn cêrʼibandibin û cefê me deya herʼe. Lê niha Tîmotʼêyo ji cem we ser meda vegerʼîya û mizgînîya bawerî û hʼizkirina we da me. Wî got, ku we em xweş bîra xweda xwey kirine û hʼeyra meda ne, çawa em jî ya weda. Awa xûşk-birano, nava hʼemû teʼlî û tengîyêd meda bi eşqî wê bawerîya we bîn hate ber me, çimkî gava hûn rʼîya Xudanda miqerʼm dimînin, bîn jî tê ber me. Em çi rʼazîbûnê dikarin bidine Xwedê bona we û wan hʼemû şabûna, ku em bona we li ber Xwedêyê xwe şa dibin? Em şev û rʼoj bi dil û can rʼeca dikin, ku rʼûyê we bibînin û kêmasîya bawerîya we tʼijî kin. De bira Xwedê, Bavê me xwexa û Xudanê me Îsa rʼîya me rʼast ke, em bêne cem we. Bira Xudan hʼizkirina we hindava hev û hʼemûyêd mayînda bigihîne û zêde ke, çawa ya me jî hindava weda heye. De bira Ew dilê we bişidîne, wekî hûn pîrozîyêda bêqusûr bin, li ber Xwedê Bavê me, wextê hatina Xudanê me Îsa, hʼemû pîrozêd Xweva tʼevayî. Heyneser xûşk-birano, em bi navê Xudan Îsa hîvî û rʼeca ji we dikin, ku hûn çawa ji me hîn bûn usa bimeşin, ku li Xwedê xweş bên, çawa diçin jî û wê yekêda hê pêşda herʼin. Çimkî hûn zanin me bi saya Xudan Îsa çi tʼemî dane we. Xwestina Xwedê ew e, ku hûn hʼelal bin, ji qavîyê dûr bin. Bira ji we her kes jî zanibe qalibê xwe hʼelal û bi namûsî xwey ke, ne bi xwestina temê xirab, mîna pʼûtpʼarista, yêd ku Xwedê nas nakin. Bira nebe ku yek wê yekêda ji eʼsiltîyê derê û namûsa xûşk-birarʼa bilîze. Xudanê bona van hʼemû tişta hʼeyfê ji meriva hilde, çawa me ev yek pêşda werʼa got û bi meʼrîfetî tʼemî li we kir. Çimkî Xwedê gazî me li hʼeramîyê nekirîye, lê li hʼelalîyê. Awa kʼî vê tʼemîya hʼelalîyê tʼexsîr dike ew mêriv tʼexsîr nake, lê Xwedê, Yê ku Rʼuhʼê Xweyî Pîroz jî dide we. Lê bona hʼizkirina hindava xûşk-birada, tiştekî me tʼune werʼa binivîsin, çimkî hûn xwexa ji Xwedê hîn bûne, ku hev hʼiz bikin. Û hûn îdî wê hʼizkirinê hindava hʼemû xûşk-birayêd tʼemamîya Mekedonyayêda didine kʼifşê. Lê em hîvî ji we dikin xûşk-birano, ku hûn wê yekêda hê pêşda herʼin. Bikin ku hûn giran-seqirʼî bijîn û ji we her kes şixulê xweva mijûl be û bi destê xwe bixebite, çawa me tʼemî li we kir, wekî pʼergalîya we tʼevî yêd derva meʼrîfetî be û hûn hʼewcê tiştekî nebin. Xûşk-birano, em dixwazin ku hûn derheqa mirîyada zanibin, wekî ber xwe nekʼevin, mîna ewêd bê guman. Awa heger em bawer dikin, ku Îsa mir û ji mirinê rʼabû, usa jî Xwedê wê mirîyêd ser bawerîya Îsa tʼevî Wî vegerʼîne. Em vê yekê bi gotina Xudan werʼa dibêjin: Em ku hʼeta hatina Xudan bijîn sax bimînin, tʼu car pêşîya mirîya nakʼevin. Xudanê xwexa bi eʼlametîke fermanî, bi dengê serekmilyakʼet û lêxistina borʼîya Xwedê ji eʼzmên bê xwarê û ew mirîyêd ku bawerîya xwe Mesîh anîbûn, wê pêşîyê ji mirinê rʼabin, paşê, em ku sax mane, tʼevî wan eʼwrava bêne rʼahiştinê, hewêda rʼastî Xudan bên û bi vî awayî emê hʼeta-hʼetayê tʼevî Xudan bin. Awa bi van xebera ber dilê hevda werin. Lê bona wext û zemana xûşk-birano, ne hʼewce ye em tiştekî werʼa binivîsin, çimkî hûn xwexa pʼak zanin ku Rʼoja Xudan wê mîna dizê şevê bê. Gava bêjin: «Dinê seqirʼî û bêxofî ye», hingê xezebê nişkêva ser wanda bê, mîna êşa kʼulfeta hʼemle û wê nikaribin qet jê xilaz bin. Lê hûn xûşk-birano, teʼrîyêda nînin ku ew Rʼoj mîna dizekî ser weda bigire. Hûn hʼemû jî zarʼêd rʼonayîyê ne û zarʼêd rʼojê ne. Em ne yêd şevê ne, ne jî yêd teʼrîyê ne. Awa em xewêda nemînin mîna yêd mayîn, lê hʼişyar û serxwe bin. Çimkî ewêd ku rʼadizên, şevê rʼadizên û ewêd ku serxweş dibin, şevê serxweş dibin. Lê em ku yêd rʼojê ne, gerekê serxwe bin: Zirihʼa bawerîyê û hʼizkirinê li xwe wergirin, kʼumzirihʼê gumana xilazbûnê jî bidine serê xwe. Xwedê em bona xezebê kʼifş nekirine, lê wekî xilazbûnê bistînin, bi destê Xudanê me Îsa Mesîh. Ew bona me mir, wekî em heger sax bin yan mirî bin, tʼevî Wî bijîn. Bona vê yekê dil bidine hev û alîkʼarîya hevdu bikin, çawa hûn dikin jî. Em hîvî ji we dikin xûşk-birano, qedirê wan bigirin, yêd ku nava weda dixebitin, jîyîna xwedênasîyêda seʼvîtîyê li we dikin û we şîret dikin. Qedirê wana bi hʼizkirinê hê bilind bigirin bona şixulê wan. Hevrʼa tʼifaq bin. Em hîvî ji we dikin xûşk-birano, yêd bêpʼergale bêxîret şîret kin, dil bidine ber tirsoneka, kêrî kʼetîya werin, hindava hʼemûyada sebira we hebe. Haş ji xwe hebin, nebe ku yek ji ber xirabîyêva xirabîyê bike, lê her gav ser nêta qencîyê bin, hin bona hev, hin jî bona hʼemûya. Her tʼim şa bin, her gav dua bikin, her tiştîda rʼazîbûnê bidin, çimkî ev e xwestina Xwedê bi saya Mesîh Îsa bona we. Rʼuhʼê Pîroz netemirînin. Pʼêxembertîya bêrʼûmet nekin. Her tiştî bicêrʼibînin, tiştêd qenc qewîn bigirin. Ji her cûrʼe xirabîyê dûr kʼevin. De bira Xwedêyê ku eʼdilayîyê dide, Xwexa we lap buhurtî-jibare ke, tʼemamîya rʼuhʼ, nifûs û qalibê we bêqusûr xwey ke, hʼeta hatina Xudanê me Îsa Mesîh. Amin e Ewî ku gazî we dike, wê mîyaser ke jî. Xûşk-birano, bona me jî dua bikin. Silavê bidine hʼemû xûşk-bira, bi rʼamûsana şîrê hʼelal. Ez li ber Xudan dikime deynê stûyê we, ku hûn vê neʼmê ber hʼemû xûşk-bira bixûnin. Kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh werʼa be. Ji Pawlos, Sîlas û Tîmotʼêyo, civîna Tʼêsalonîkîyarʼa, ya ku pʼara Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh e: De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedê, Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be. Em deyndar in, ku her gav bona we rʼazîbûnê bidine Xwedê xûşk-birano û ev yek heq e jî, çimkî bawerîya we rʼind digihîje û hʼizkirina we hindava hevda zêde dibe. Lema em xwexa jî nava civînêd Xwedêda pê we difirʼin, bona sebir û bawerîya we, çimkî hûn wan hʼemû zêrandin û tengasîya dikʼişînin, yêd ku têne serê we. Ev yek îzbat dike, ku dîwana Xwedê rʼast e. Û bi vî awayî hûnê hêjayî Pʼadşatîya Xwedê bin, bona kʼîjanê jî hûn wan teʼlî-tengîya dibînin. Belê ev e heqîya Xwedê: Yêd tengasîyê didine we, Xwedê jî wê wan bide tengasîyê û yêd ji we tengasîyêda ne, tʼevî me bide hêsakirinê. Evê aha be, gava Xudan Îsa tʼevî milyakʼetêd Xweye zor ji eʼzmênva bi kʼûra êgir xuya be, wekî hʼeyfê ji wan hilde, yêd ku naxwazin Xwedê nas kin û gurʼa Mizgînîya Xudanê me Îsa nakin. Ewê bela xwe ji wêranbûna hʼeta-hʼetayê bibînin, ji hʼizûra Xudan û rʼûmeta qewata Wî bêne avîtinê, gava wê Rʼojê Ew bê, wekî nava cimeʼta Xweda bê pesindayînê û hʼemû bawermend wê hʼeyr-hʼujmekʼar bin. Hûnê jî nava wanda bin, çimkî we bawerîya xwe şeʼdetîya me anî. Bona vê yekê em her gav bona we dua dikin, ku Xwedêyê me, we hêjayî wê gazîyê ke û hʼemû nêt-meremêd weye qenc û kirinêd weye ji bawerîyê bi qewatê bîne sêrî. Bi vî awayî wê pesinê navê Xudanê me Îsa li nava weda bê dayînê û hûnê jî nava Wîda bêne pesindayînê, li gora kʼerema Xwedêyê me û Xudan Îsa Mesîh. Em hîvî ji we dikin xûşk-birano, bona hatina Xudanê me Îsa Mesîh û tʼopbûna meye cem Wî, hûn fikirê xweda zû şaş nebin û xwe unda nekin, ne pê pʼêxembertîyê, ne pê gotinê, ne jî pê neʼma yançîye me nivîsîbe: «Va ye Rʼoja Xudan îdî hatîye». Bira tʼu kes we tʼu tiştîva nexapîne, çimkî ew Rʼoj nayê, hʼeta ku rʼaberîbûn pêşda neyê û ew Merivê Neheqîyêyî pʼara ceʼnimê kʼifş nebe. Ewê miqabilî her tiştêd ku xwedê têne hʼesabê yan têne hʼebandinê bisekine û xwe ser her tiştîrʼa bigire, hʼeta ku pʼaristgeha Xwedêda jî wê rʼûnê û eʼlam ke, ku xwexa Xwedê ye. Gelo nayê bîra we, gava ezî hê cem we bûm, min ev tiştana werʼa digotin? Û hûn zanin ku niha çi nahêle ew xuya be, wekî ew wextê kʼifşkirîda xuya be. Çimkî Surʼa Neheqîyê îdî ya xwe dike, lê ewê ku niha nahêle, wê nehêle hʼeta ku xwexa ji navê bê hildanê. Û paşê Ewê Neheqîyê wê kʼifş be, ku Xudan Îsayê bi hulma devê Xwe wî unda ke û bi xuyabûna şewqa Xweva wî kʼuta ke. Hatina Yê Neheqîyê wê bi qewata mîrêcin be, hʼeta hʼunurê wî hebe wê nîşan û kʼeremetêd derew bike û yêd ku unda dibin bi her cûrʼe neheqîya bixapîne. Ewana unda dibin, çimkî wana rʼastî hʼiz nekir û qebûl nekir ku xilaz bin. Lema jî Xwedê xalifandineke zor ser wanda dişîne, ku ew derewîyê bawer bikin, wekî dîwana wan her kesî bibe, yêd ku rʼastî bawer nekirine, lê kʼêfa wan neheqîyêrʼa hat. Lê em gerekê her tʼim bona we ji Xwedê rʼazî bin, xûşk-birayêd ji alîyê Xudanda hʼizkirî. Çimkî Xwedê serê-sêrîda hûn bijartin, wekî bi Rʼuhʼ bêne buhurtî-jibarekirinê, rʼastîyê bawer bikin û xilaz bin. Wê yekêrʼa Ewî bi Mizgînîdayîna me gazî we kir, ku bi vî awayî hûn rʼûmeta Xudanê me Îsa Mesîh bistînin. Awa xûşk-birano, nig bidin eʼrdê û wan rʼaw-rʼizima qewîn bigirin, yêd ku hûn hîn bûne, heger bi gotinêd me be, yan bi neʼmêd me be. De Xudanê me Îsa Mesîh Xwexa û Bavê me Xwedê, Yê ku em hʼiz kirin û bi kʼeremê dildayîneke hʼeta-hʼetayê û gumaneke qenc da me, bira dil bide we û we nava hʼemû kira û gotinêd qencda bişidîne. Heyneser xûşk-birano, bona me dua bikin, wekî xebera Xudan zû pêşda herʼe û bê pesindayînê, çawa nava weda bû. Dua bikin, wekî em ji merivêd neheq û xirab xilaz bin, çimkî her kes Mizgînîyêda amin nîne. Lê Xudan Xwexa amin e, wê we bişidîne û ji yê Xirab xwey ke. Em bi saya Xudan weda guman in, ku me çi tʼemî dane we, hûn diqedînin û hûnê biqedînin jî. De bira Xudan mêla we bide ser hʼizkirina Xwedê û sebira Mesîh. Em tʼemî li we dikin xûşk-birano, bi navê Xudanê xwe Îsa Mesîh, ku hûn xwe ji her xûşk-birayê bêpʼergale bêxîret dûr bigirin, yêd ku wan rʼaw-rʼizimêd me dane we naqedînin. Hûn xwexa zanin ku gerekê hûn çʼeʼv bidine me, çimkî em nava weda bêpʼergal-bêxîret nîbûne, ne jî nanê tʼu kesî bê heq xwarîye, lê bi xûdana eʼnîya xwe şev û rʼoj dixebitîn, diçerçirîn, wekî ser we tʼu kesî nebine bargiranî. Ne ku îzina me tʼunebû, lê me nexşê xwe nîşanî we kir, ku hûn çʼeʼv bidine me. Çimkî gava em hê cem we bûn jî, me ev yek werʼa digot: «Kʼî naxwaze bixebite, bira nexwe jî». Belê em dibihên ku nava weda hinek bêpʼergal-bêxîret dijîn, ne şixulkʼarê xwe ne, lê tʼevî şixulê xelqê dibin. Em bi navê Xudan Îsa Mesîh tʼemî û hîvî ji yêd usa dikin, ku bi meʼrîfetî bixebitin û nanê xwe bixwin. Lê hûn xûşk-birano, ji qencîkirinê newestin. Heger yek guhdarîya gotinêd meye vê neʼmêda neke, wî rʼaçʼeʼv kin û hevaltîyê wîrʼa nekin, ku şerm bike. Lê nebe ku bi çʼeʼvê xirab li wî binihêrʼin, lê mîna bira şîret kin. De bira Xudanê eʼdilayîyê xwexa, her gav, her alîyîva eʼdilayîyê bide we. Xudan tʼevî we hʼemûya be. Eva silava bi destê min Pawlos e, çawa nîşana hʼemû neʼmêd min. Ez aha dinivîsim. Kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh tʼevî we hʼemûya be. Ji Pawlos, şandîyê Mesîh Îsa, bi eʼmirê Xwedêyê Xilazkirê me û Mesîh Îsayê gumana me, Tîmotʼêyoyê lawê xweyî bawerîyêdayî heq-hʼelalrʼa: De bira rʼeʼm, kʼerem û eʼdilayî ji Bav Xwedê û Mesîh Îsayê Xudanê me li te be. Gava ez diçûme Mekedonyayê, min hîvî ji te kir, ku li Efesê bimînî, wekî tʼemîyê bidî çend kesa, ku hînkirina nerʼast hîn nekin û guh nedine çʼilovîskîya û rʼeqema silsileta ku xilazîya wan tʼune. Ev yek hê şerʼ-deʼwa tʼevrʼadike, ne ku tʼivdîra Xwedêye ku bi bawerîyê tê naskirinê mîyaser dike. Serê tʼemîyê hʼizkirin e, ku ji dilê sax, bi îsafa rʼihʼet û ji bawerîya bêdurʼûtî ye. Hinek jê dagerʼîyan û pey gotinêd pʼûçʼ kʼetin. Dixwazin bibine dersdarêd Qanûnê, lê ew xwexa jî nizanin çi dibêjin, ne jî wan tiştêd ku didine zora xwe feʼm dikin. Em zanin ku Qanûn qenc e, heger yek bi qanûnî wê biqedîne. Belê feʼmdarî ye, ku qanûn bona rʼasta nayê dayînê, lê bona neheq û serhʼişka, bona nepʼak û gunekʼara, bona mirʼdarʼ û hʼerama, bona bavkuj û dêkuja, bona mêrkuja, bênamûsa, kʼona, dizêd merîya, derewîn û şeʼdederewa ye û bona her kesêd dine ku tiştêd miqabilî hînkirina saxlem dikin. Ev hînkirin li Mizgînîya xweyîrʼûmete Xwedêyê hêjayî şikirîyê digire, kʼîjan li min hatîye spartinê. Ez ji Mesîh Îsayê Xudanê me rʼazî me, Yê ku qewat da min, ez amin hʼesab kirim, danîme ser vê xizmetkʼarîyê. Min jî berê Ew bêhurmet dikir, dizêrand û neyartî li Wî dikir, lê rʼeʼm li min bû, çimkî min nebawerîyêda bi nezanîya xwe kirin. Kʼerema Xudanê me pʼirʼ ser minda rʼijîya, tʼevî bawerî û hʼizkirina Mesîh Îsa. Vê gotinêda xêlif tʼune û lap hêjayî qebûlkirinê ye, ku: «Mesîh Îsa hate dinê, gunekʼara xilaz bike», serê kʼîjana ez im. Lê bona wê yekê rʼeʼm li min bû, wekî Mesîh Îsa ser min, çawa serê gunekʼara tʼemamîya sebira Xwe bide kʼifşê, çawa nexşek bona wan, yêd ku wê bawerîya xwe Wî bînin, jîyîna hʼeta-hʼetayê bistînin. Awa bira wî Pʼadşayê hʼeta-hʼetayêyî nemirî û nexuya, Xwedêyê bêşirîkî-bêhevalrʼa hurmet û rʼûmet be hʼeta-hʼetayê! Amîn. Vê tʼemîyê ez didime te, lawê min Tîmotʼêyo, li gora wan pʼêxembertîyêd ku pêşda bona te bûn, wekî tu bi wan şerʼê xweyî qenc bikî, dest ji bawerîyê neke û îsafa xwe rʼihʼet xwey ke. Hineka ev yek ji xwe dûr xistine, dewra bawerîya xwe welgerʼandin. Ji wan bûn, Hûmenayo û Skender, yêd ku min dane destê mîrêcin, wekî ew hîn bin rʼastîya Xwedê bêhurmet nekin. Awa ez hîvî dikim, berî her tiştî bona hʼemû meriva dua bikin, rʼeca kin, lava kin, rʼazîbûnê bidin, usa jî bona pʼadşa û hʼemû serwêra, wekî em jîyîneke eʼdil û seqirʼî derbaz kin, bi tʼemamîya xwedênasîyê û maqûlîyê. Li ber Xwedêyê Xilazkirê me ev e qenc û li Wî xweş, ku dixwaze hʼemû meriv xilaz bin û rʼastîyê nas kin. Çimkî Xwedêk heye û nava Xwedê û merivada jî navçêtîk, Mesîh Îsayê Meriv, ku Xwe ji ber kʼirʼîna gişkava da. Ev yek rʼast wextda bû îzbatî, ku Xwedê dixwaze hʼemû xilaz bin. Û bona vê yekê ez dannasînkir û şandî hatime kʼifşkirinê, (ez rʼast dibêjim, derewa nakim), necihûyarʼa bûme dersdarê bawerîyê û rʼastîyê. Awa ez dixwazim ku mêr her dera destêd xweye hʼelal bilind kin, bê hêrs û bê şerʼ-deʼw dua bikin. Usa jî bira kʼulfet bi kʼincêd layîq, şermê û berbihêrîyê xwe bixemilînin, ne ku bi gulî-gujanga, yan zêrʼ, yan bi durʼa, yan jî bi kʼincêd biha, lê bi kirêd qenc, çawa li wan kʼulfeta dikʼeve, yêd ku navê xwedênasîyê hildane ser xwe. Bira kʼulfet kerʼ hîn be, bi tʼemamîya guhdarîyê. Ez îzinê nadime kʼulfet, ku hîn bike, ne jî hʼukumî ser mêr bike, lê bira deng neke. Çimkî pêşîyê Adem xuliqî, paşê Hêwa û Adem nexapîya, lê jin xapîya û neheqî kir. Lê jin hʼalê zarʼanînêda jî wê xilaz be, heger bi berbihêrîyê nava bawerîyê, hʼizkirinê û paqijayîyêda bimînin. Vê gotinêda xêlif tʼune: Heger temê yekî li serwêrtîyê heye, ew şixulekî qenc dixwaze. Awa serwêr gerekê bêqusûr be, mêrê jinekê be, xwegirtî, aqilda giran, maqûl, mêvanhʼiz, hînkirinêda serxwe be, ne serxweş, ne sirʼtûk, lê berbihêr, ne şerʼûd, ne pʼerehʼiz. Bira malxêtîyê rʼind li mala xwe bike, zarʼêd xwe gurʼa xweda her alîyava maqûlîyêda mezin ke. (Çimkî heger yek nizane malxêtîyê li mala xwe bike, wê çawa bikaribe civîna Xwedê xwey ke?) Bira ne jî bawermendê nû be, ku nebe kʼubar be, dîwana wî jî mîna ya mîrêcin bê kirinê. Wekî din jî gerekê qedirê wî cem yêd ji civînê der jî hebe, ku nebe bê rʼezîlkirinê û bikʼeve tʼeleka mîrêcin. Usa jî bira berdestî giran bin, xeberdanêda durʼûtîyê nekin, xwe nedine şeravê, pey kʼeda hʼeram nekʼevin. Rʼastîya bawerîyêye eʼyanbûyî bi îsafa rʼihʼet xwey kin. Û evana jî bira pêşda bêne cêrʼibandinê, heger tiştek ser wan tʼunebe, hingê bira berdestîyê bikin. Usa jî bira jinêd wan giran, ne buxdanbêj, lê xwegirtî, her tiştîda amin bin. Berdestî gerekê mêrê jinekê be, qenc malxêtîyê li zarʼ û mala xwe bike. Ewêd ku rʼind berdestîyê dikin, xwerʼa dereceke bilind qazinc dikin û serbestîke mezin dest tînin bona bawerîya Mesîh Îsa. Ez ku van tişta terʼa dinivîsim, guman heye ezê zûtirekê ser teda bêm. Lê heger ez derengî jî bikʼevim, tê zanibî gerekê çawa mala Xwedêda rʼabin-rʼûnên, ya ku civîna Xwedêyê sax e, stûn û hʼîmê rʼastîyê ye. Bê xeberdan, gelekî kʼûr e surʼa xwedêpʼaristîya me: Ew bi bedenî xuya bû, bi Rʼuhʼ rʼastîya Wî hate îzbatkirinê, milyakʼetava hate dîtinê, nav mileta hate dannasînkirinê, dinyayêda hate bawerkirinê û rʼûmetêrʼa hate hilatinê. Rʼuhʼ aşkere dibêje, ku rʼojêd axirîyêda hinek wê ji bawerîyê bikʼevin, guh bidine rʼuhʼêd derewîn û hînkirinêd cina. Ew hînkirin bi durʼûtîya derewîna dibin, îsafa kʼîjana kʼizirî ye. Ew meriv hʼal-zewacê didine hildanê, ji wan xwarina paşda didine girtinê, kʼîjan Xwedê ew bona bawermend û rʼastînaskirîya eʼfirandine, ku bi rʼazîbûnê bixwin. Her tiştê ku Xwedê eʼfirandîye qenc e û tiştekî hʼeram têda tʼune, heger bi rʼazîbûn tê qebûlkirinê, çimkî bi xebera Xwedê û dua qebûl dibe. Heger tu van şîreta bidî xûşk-bira, tê bibî qulixkʼarê Mesîh Îsayî qenc, çawa tu xwexa jî bi wan gotinêd bawerîyê û hînbûna qence ku tu pey çûyî, qinyat dibî. Xwe ji çʼilovîskîyêd pîraye hʼeram dûr xwey ke. Xwe xwedênasîyêda hîndar ke. Hîndarîya qalib kêrî hindik tiştî tê, lê ya xwedênasîyê kêrî her tiştî tê, sozê wê hin li vê dinê heye, hin jî li wê dinê. Vê gotinêda xêlif tʼune û lap hêjayî qebûlkirinê ye. Bona vê yekê em dixebitin û diçerçirin, çimkî em gumana xwe li Xwedêyê sax tînin, ku Xilazkirê hʼemû meriva ye, îlahî Yê bawermenda. Tʼemîya van tişta bide û hîn ke. Nebe ku yek cahiltîya te bêhurmet ke, lê tu bawermendarʼa bibe nexşek, xeberdanêda, rʼabûn-rʼûniştinêda, hʼizkirinêda, bawerîyê û hʼelalîyêda. Hʼeta hatina min xwe bide wê yekê, ku cimeʼtêrʼa nivîsarêd pîroz bixûnî, şîret kî, hîn kî. Hindava wê pʼêşkʼêşa xweye rʼuhʼanîda bê xem nîbe, ya ku bi pʼêxembertîyê terʼa hatîye dayînê, gava berpirsîyara destê xwe danîne ser te. Guhê te ser wan tişta be û nava wanda bimîne, wekî pêşdaçûyîna te hʼemûyava eʼyan be. Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe. Her gav nava wanda bimîne, çimkî bi vî tiherî tê xwe jî xilaz kî û wan jî, kʼîjanêd guhdarîya te dikin. Dilê kalemêra neêşîne, lê dil bide wan, çawa bavê xwe. Cahila çawa birayêd xwe hʼesab ke, pîra çawa dîya xwe, kʼulfetêd cahil çawa xûşkêd xwe, weke şîrê hʼelal. Qedirê jinebîya bigire, yêd ku bi eʼdetî jinebî ne. Lê heger zarʼ yan nevîyêd jinebîkê hebin, bira ew zarʼ pêşîyê mala xweda hîn bin çawa xwedênasîya xwe bidine kʼifşê û bi vî tiherî deynê dê û bavê xwe vegerʼînin, çimkî ev yek li Xwedê xweş tê. Jinebîya eʼdetî ew e, ya ku tʼenê maye û gumana xwe danîye ser Xwedê, şev û rʼojêd xwe bi dua û rʼeca derbaz dike. Lê ya ku kʼêfa dilê xwerʼa ye, mirîya neçʼeʼlkirî ye. Van tişta tʼemî ke, wekî bêlekʼe bin. Lê heger merivek bona xwexatîya xwe, îlahî bona mala xwe xem nake, ewî bawerî înkʼar kirîye û ji nebawera jî xirabtir e. Bira navê wê deftʼera jinebîyada bê nivîsarê, kʼîjan ji şêst salî kêmtir nîne, carekê jî mêrkirî bûye, bi kirinêd qencva jî berbiçʼeʼv e: Mesele, zarʼ mezin kiribin, mêvan qebûl kiribin, nigêd bawermenda şûştibin, dest avîtibe kʼetîya û bona her şixulê qenc jî hazir sekinî ye. Lê jinebîyêd cahil qebûl neke, çimkî gava evana temê xwe xirab dikin, berê xwe ji Mesîh diguhêzin, dixwazin mêr kin û bi vî awayî evî sûcî hiltînine ser xwe, çimkî sozê berê dane alîkî. Serda jî mal bi mal digerʼin, xwerʼanedîtî hîn dibin, ne tʼenê xwerʼanedîtî ne, usa jî gilîgerʼo, tʼevî şixulê xelqê dibin û tiştêd necayîz xeber didin. Awa ez dixwazim ku jinebîyêd cahil mêr kin, zarʼa bînin û malkir bin, wekî zimên nekine devê neyara. Çimkî îdî hinek jinebîyêd cahil xalifîn, pey mîrêcin çûn. Heger jinebîyêd bawermendekê hebin, bira ew alîkʼarîya wan bike û civînê bargiran neke, wekî civîn bikaribe alîkʼarîya jinebîyêd eʼdetî bike. Ew berpirsîyarêd ku serwêrtîyê rʼind dikin, bira dubare hêjayî qedir bin, îlahî ewêd ku xeberdan û hînkirinêda dixebitin. Çimkî nivîsar dibêje: «Devê gayê bêderêda dixebite girênede» û «Pʼale hêjayî heqê xwe ye». Xeyba hindava berpirsîyarda bawer neke, heger du yan sê şeʼde tʼunebin. Berpirsîyarêd ku nava gunada dimînin, li ber hʼemûya lê hilê, wekî yêd mayîn jî bitirsin. Ez li ber Xwedê, Mesîh Îsa û milyakʼetêd bijartî dikime deynê stûyê te, ku tu van şîreta bê tʼagêrî xwey kî, tiştekî bi firqîyê nekî. Destê xwe zû daneyne ser yekî bona xizmetkʼarîya Xudan, ne jî tʼevî gunêd yêd mayîn bî. Xwe paqij xwey ke. Ji vir şûnda tʼenê avê venexwe, lê hinekî jî şeravê tʼev ke, bona cîyê mehʼandina xwarinê, ku zû-zû nexweş dikʼevî. Hinek hene, ku gunêd wan kʼifş in û rʼast wan dibine ber dîwanê, lê gunêd hineka jî paşê wê kʼifş bin. Usa jî kirinêd qenc kʼifş in û ew kirinêd ku ne kʼifş in, ew jî veşartî namînin. Ewêd ku bin nîrê xulamtîyêda ne, bira axayêd xwe hʼesab kin çawa hêjayî qedirê bilind, wekî navê Xwedê û hînkirina me neyê bêhurmetkirinê. Axayêd kʼêye bawermend hene, bira wan bêhurmet nekin, çimkî ew birayêd hev in. Lê bira xulam hê rʼind xulamtîyê bikin, çimkî yêd ku kʼarê ji xizmetkʼarîya xulama distînin, bawermend in û delal in. Van tişta hîn ke û şîret ke. Heger yek tiştekî din hîn bike û gotinêd Xudanê me Îsa Mesîhe saxlem û hînkirina xwedêpʼaristîya me ne qayl e, ew yekî kʼubar e û tiştekî nizane. Ew nexweşîya şerʼ û deʼwava girtî ye, ji wê jî pêşda tên: Hʼevsûdî, neyartî, gotinêd nerʼêda, şikêd xirab û şerʼûdî. Ev hʼemû tişt ji nava merivêd qafseqet û ji rʼastîyê şûna rʼeşva çûyî pêşda tên. Evana xwedênasîyê hʼesab dikin, çawa kanîya kʼarê. Belê xwedênasî kʼara ser kʼarê ye, heger bi rʼazîbûnê be. Me tʼu tişt neanîye dinê û emê nikaribin tʼu tiştî jî bibin. Lê kʼinc û xurekê me hebin, bi wan em rʼazî bin. Lê ewêd ku dixwazin dewletî bin, têne cêrʼibandinê, dikʼevine tʼeleka û gelek temêd axmax û zîyankʼar, kʼîjan mêriv nuqî mîratʼîyê û wêranbûnê dikin. Çimkî pʼerehʼizî kanîke her cûrʼe xirabîyê ye. Hineka xwe dane wê, ji bawerîyê xalifîn û xwe kirine xweyê kul û derda. Lê tu, merivê Xwedê ji van tişta birʼeve û pey heqîyê, xwedênasîyê, bawerîyê, hʼizkirinê, sebirê û milûktîyê herʼe. Leca bawerîyêda qenc birʼeve, jîyîna hʼeta-hʼetayê qazinc ke, kʼîjanêrʼa tu hatî gazîkirinê û li ber gelek şeʼda te ew îqrara qenc îqrar kir. Li ber Xwedêyê ku eʼmir dide hʼemû eʼfirîna û li ber Mesîh Îsayê ku li ber Pîlatoyê Pontîyo şeʼdetîya îqrara qenc da, ez tʼemîyê didim te, ku tu vê tʼemîyê bêlekʼe û bêqusûr xwey kî, hʼeta xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh. Xuyabûna Wî wê wextê xweda ji alîyê Yê hêjayî şikirîyê û Tʼenêyî qewat, Pʼadşayê pʼadşaya û Xudanê xudanada eʼyan be. Tʼenê Ewî nemirî ye, nava rʼonayîyêda ye, ku tʼu kes nikare nêzîk bê. Tʼu qûl-benda Ew nedîtîye û ne jî dikare bibîne. Qedir û qudreta hʼeta-hʼetayê Wîrʼa be! Amîn. Tʼemîyê bide dewletîyêd vê dinê, bira babax nebin û gumana xwe nedine ser hebûka pʼûçʼe derew, lê li ser Xwedêyê ku her tiştî bi merʼdanî dide me, wekî em miraz pê bikin. Bira qencîya bikin, bi kirinêd qenc dewletî bin, merʼd bin û pʼarevekirinêrʼa jî hazir. Bi vî tiherî ewê xwerʼa xiznekê tʼop kin, hʼîmekî qenc bona axretê, wekî wê jîyîna ku rʼastî jîyîn e qazinc kin. Tîmotʼêyo! Çi ku li te hate spartinê xwey ke. Ji gotinêd pʼûçʼe hʼeram û şerʼ-deʼwa dûr be, ku bi derew navê «zanebûn» dane ser. Hineka xwe dane vê yekê û bi vî awayî ji bawerîyê xalifîn. Kʼerema Xwedê werʼa be. Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa bona wî sozê jîyînê, ya ku bi saya Mesîh Îsa ye, Tîmotʼêyoyê lawê xweyî delalrʼa: De bira rʼeʼm, kʼerem û eʼdilayî ji Bav Xwedê û Mesîh Îsayê Xudanê me li te be. Ez ji Xwedê rʼazî me, ku mîna pêşîyêd xwe bi îsafa rʼihʼet Wîrʼa xulamtîyê dikim, her gav şev û rʼoj nava duayêd xweda te bîr tînim. Gava ez hêsirêd te tînime bîra xwe, dikʼevime demana dîtina te, wekî şabûn bikʼeve dilê min. Ez wê bawerîya teye dilê sax tînime bîra xwe, ya ku berê cem pîrika te Loyîsê û dîya te Eynikê hebû û ez bawer im, ku ya te jî heye. Bona wê yekê ez dikime bîra te, ku tu agirê pʼêşkʼêşa Xwedê hê gurʼ kî, ya ku bi destdanîna min terʼa hate dayînê. Çimkî Xwedê rʼuhʼekî tirsê neda me, lê Yê qewatê, hʼizkirinê û xwegirtinê. Awa şerm neke, ku bona Xudanê me şeʼdetîyê bidî, ne jî bona min şerm bike, ku ez bona navê Wî girtî me. Lê tʼevî cefayê Mizgînîyê be, anegorî qewata Xwedê. Xwedê em xilaz kirin, pîrozîyêrʼa gazî kirin, ne ku bona kirinêd me, lê li gora qirar û kʼerema Xwe. Eva kʼerema bi saya Mesîh Îsa, ew hê dewrêd berêda merʼa hate dayînê. Lê niha bi xuyabûna Xilazkirê me Mesîh Îsa eʼyan bû, ku mirin betal kir û jîyîna bê mirin, bi Mizgînîyê rʼonayî kir. Vê Mizgînîyêrʼa ez dannasînkir, şandî û dersdar hatime kʼifşkirinê û lema ez vî cefayî dikʼişînim. Lê ez şerm nakim, çimkî zanim min bawerîya xwe Kʼê anîye û guman im jî, ku Ewî çi ku spartîye min, wê hʼeta wê Rʼojê jî xwey ke. Tu xwe li wî nexşê hînkirina saxlem bigire, ya ku te ji min bihîst û nava wê bawerî û hʼizkirinêda bimîne, kʼîjan ji Mesîh Îsa pʼara me kʼet. Ew tiştêd qence ku li te hatine spartinê bi wî Rʼuhʼê Pîrozî nava meda xwey ke. Tu zanî ewêd ku qeza Asyayêda bûn pişta xwe dane min, Fûgelo û Hêrmoxênîs jî tʼevî wan. Bira Xudan rʼeʼma xwe li mala Onîsîforo bike, çimkî ewî gelek cara dilê min rʼihʼet kir, ji girtina min şerm nedikir, lê gava hate Rʼomayê, gelekî li min gerʼîya, hʼeta ez dîtim, (de bira Xudan bidê, ku ew wê Rʼojê rʼeʼmê ji Xudan bibîne) û Efesêda jî ewî çiqas minrʼa xizmetkʼarî kir, tu rʼind zanî. Awa lawê min, bi wê kʼerema meye ku yektîya Mesîh Îsada ye qewat be. Û ew tiştêd ku te li ber gelek şeʼda ji min bihîst, bispêre wan merivêd amin, yêd ku wê bikaribin hinekêd din hîn kin. Awa tʼevî cefê me be, mîna eskerê Mesîh Îsayî qenc. Tʼu esker şixulê binelîtîyêva mijûl nabe, wekî li seresker xweş bê. Leckʼarek jî kʼofîyê nastîne, heger li gora qeyde nekʼeve lecê. Û cotkʼar, ku cefê dikʼişîne, gerekê ew pêşin ji berêd eʼrdê teʼm ke. Bizanibe ez çi dibêjim, çimkî Xudan her tiştîda hʼiş-aqil wê bide te. Bîr bîne wî Îsa Mesîhê ji mirinê rʼakirî, ji zurʼeta Dawid, li gora wê Mizgînîya ez dannasîn dikim. Bona vê Mizgînîyê ez diçerçirim, hʼeta mîna zulmkʼarekî jî qeydkirî me, lê xebera Xwedê qeydkirî nîne. Lema ez her tiştî teyax dikim, bona xatirê bijartîya, ku ew jî wê xilazbûna ku bi saya Mesîh Îsa ye, bistînin, bi rʼûmeta hʼeta-hʼetayêva tʼevayî. Vê gotinêda xêlif tʼune: Heger em tʼevî Wî mirin, emê tʼevî Wî bijîn jî. Heger em teyax kin, emê pʼadşatîyê jî tʼevî Wî bikin. Heger em Wî înkʼar kin, Ewê jî me înkʼar ke. Heger em amin nemînin, Ewê amin bimîne, çimkî Ew nikare Xwe înkʼar ke. Van tişta bîne bîra cimeʼtê, li ber Xwedê bike deynê stûyê wan, ku ser xebera hevrʼa nekʼevine deʼwê. Ew kêrî tʼu kesî nayê, tʼenê mala guhdara xirab dike. Bike ku tu li Xwedê xweş bêyî, pʼalekî usa ku şerm nekî, xebera rʼastîyê rʼast şirovekî. Lê ji xeberdanêd hʼerame pʼûçʼ xwe dûr bigire, çimkî evêd ku xwe dane vê yekê, wê hê nepʼakîyêda pêşda herʼin û xeberêd wan mîna xiş-xişê pʼenc dide. Hûmenayo û Filîto jî ji wan in, yêd ku ji rʼastîyê xalifîne û dibêjin, ku rʼabûna mirîya îdî bûye û bawerîya hineka deverʼû dikin. Lê belê hʼîmê ku Xwedê danî qedîm dimîne û ev mor ser e: «Xudan yêd pʼara Xwe nas dike» û «Her kesêd ku navê Xudan hildane ser xwe, bira ew ji neheqîyê dûr bin». Maleke mezinda ne ku tʼenê derdanêd zêrʼ û zîv hene, lê yêd ji dar û hʼerʼîyê jî hene, hinek bona derecêd bilind in, hinek jî bona derecêd nimiz. Awa heger yek xwe ji wan tiştêd necayîz paqij ke, ewê bibe derdaneke dereca bilind, buhurtî-jibare, kêrî xweyê xwe hatî, bona her derecêd qencda hazir. Ji dilxwestinêd cahiltîyê birʼeve, xwe li heqîyê, bawerîyê, hʼizkirinê, eʼdilayîyê bigire, tʼevî wan be, yêd ku bi dilê sax gazî navê Xudan dikin. Tu xwe ji deʼw-dozêd axmaxe bêfeʼm dûr bigire, çimkî tu zanî ku şerʼ ji wan pêşda tên. Li xulamê Xudan nakʼeve, ku şerʼ bike, lê hindava hʼemûyada berbihêr be, bikaribe hîn ke û bînfire be, bi şîrinayî yêd miqabil şîret ke, belkî Xwedê mecalê bide wan, ku ji gunekirinê vegerʼin û rʼastîyê nas kin. Hingê ewê ser hʼişê xweda bên, ji tʼeleka wî mîrêcin xilaz bin, kʼîjanî ew girtine, ku eʼmirê wî biqedînin. Lê vê yekê zanibe ku rʼojêd axirîyêda zemanêd xirab wê bên. Merivê bibine xwehʼiz, pʼerehʼiz, kʼubar, babax, buxdanbêj, ne gurʼa dê-bavada, bêşêkir, hʼeram, dilsar, bêrʼeʼm, buxdanbêj, temsist, zulmkʼar, neyarêd qencîyê, nemam, berzeq, xwerʼazî, rʼihʼetîhʼiz, ne ku Xwedêhʼiz. Pʼişkê xwedênasîyê wê li wan kʼeve, lê wê qewata wê înkʼar kin. Tu xwe ji yêd aha dûr bigire. Ji nava vanda yêd usa hene, ku xwe vedidizine mala, kʼulfetêd serʼaye bin barêd gunada şewitî dikine hêsîr, yêd ku bi cûrʼe-cûrʼe temêd xirabva têne birinê. Ev kʼulfetana her gav hîn dibin, lê tʼu car nikarin rʼastîyê nas kin. Çawa Yanîs û Yambrîs miqabilî Mûsa bûn, usa jî ev merivana miqabilî rʼastîyê disekinin, merivne bi fikirêd xweda şûna rʼeşva çûyî, bawerîyêda jî bêkêr in. Lê gelekî wê pêşda neçin, çimkî bêfeʼmîya wan wê hʼemûyava eʼyan be, çawa ya wan her duya bû. Lê te nasîya xwe daye hînkirin, rʼabûn-rʼûniştin û nêt-meremê min, bawerî, sebir û hʼizkirina min, bînfireyî, zêrandin û cefayêd min. Tu zanî li Entakyayê, Qonyayê, Lîstrayê çi hatine serê min: Min çi zêrandin kʼişandin! Lê Xudan ez ji hʼemûya xilaz kirim. Belê her kesê ku dixwaze yektîya Mesîh Îsada bi xwedênasî bijî wê bê zêrandinê û merivêd xirabe xweyîfêl wê xirabîyêda pêşda herʼin, bixalifînin û bixalifin. Lê tu, nava wan tiştada bimîne, çi ku hîn bûyî û wê bawerîyêda jî guman bûyî. Tu zanî ji kʼîjana hîn bûyî, usa jî tu ji zarʼotîya xweda nivîsarêd pîroz zanî, yêd ku dikarin te serwaxt kin, wekî bi bawerîya ser Mesîh Îsa xilaz bî. Tʼemamîya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye û kêrhatî ye bona hînkirinê, lêhilatinê, rʼastkirinê û şîretkirina jîyîna heqîyêda, wekî merivê Xwedê bêkêmasî be, bona hʼemû kirinêd qenc hazir sekinî be. Awa li ber Xwedê û wî Mesîh Îsayê ku wê dîwana mirî û zêndîya bike, ez bi camêrî dibêjim, tu li wê hatin û Pʼadşatîya Wî kî: Xeberê dannasîn ke, ser wê nêt-fikirê be, heger wextda be, yan bê wext be, li şaşîya hilê, pêşîya neheqîyê bigire, dil bide meriva, bi tʼemamîya sebirê hîn ke. Çimkî zemanê bê, ku meriv wê guh nedine hînkirina saxlem, lê wê xwestinêd dilê xwerʼa wan dersdara serhev tʼop kin, yêd ku tiştêd li guhê wan xweş tê wê hîn bikin. Wê guhê xwe ji rʼastîyê dagerʼînin û pey çʼilovîskîya kʼevin. Lê tu her tiştîda serxwe bimîne, li tengasîya sebir ke, kirê mizgîndar bike, qulixê xwe biqedîne. Çimkî ez xwexa qurbanbûnêrʼa îdî ser rʼoj-rʼoja me û wextê çûyîna min pêrʼa gihîştîye. Lecêda ez qenc rʼevîm, min rʼîya xwe qedand, bawerî xwey kir. Û niha minrʼa dimîne kʼofîya heqîyêye serkʼetinê, ya ku Xudan, Hʼakimê rʼast wê bide min wê rʼojê û ne tʼenê min, lê wan hʼemûya jî, yêd ku bi hʼizkirinê hʼeyra xuyabûna Wîda ne. Bike ku zû bêyî cem min. Dîmas ku dinya hʼiz kir ez hiştim û çû Tʼêsalonîkê. Kireskîs çû Galatyayê, Tîto jî Dalmetyayê. Tʼenê Lûqa cem min maye. Marqos hilde tʼevî xwe bîne, çimkî vî qulixîda ew kêrî min tê. Tixîko, min şande Efesê. Tu gava bêyî, wî qapʼûtê ku min Troyayêda cem Karpos hişt, tʼevî xwe bîne, usa jî kʼitêbêd gulomatk, îlahî yêd çʼerm. Skenderê hʼedad gelek xirabî li min kir. Xudan wê weke kirinêd wî bîne pêşîya wî. Tu jî hʼevza xwe ji wî bike, çimkî gelekî li ber gotina me rʼabû. Cara pêşin, gava ez li ber dîwanê sekinîm, kesekî pişta min negirt, hʼemûya ez hiştim çûn. Bira ev yek wanrʼa gune neyê hʼesabê! Lê Xudan tʼevî min sekinî û qewat da min, wekî pê min Mizgînîdayîn mîyaser be û hʼemû necihû bibihên û ez ji devê şêr xilaz bûm. Xudan wê min ji her kirêd xirab xilaz ke û sax-silamet bigihîne Pʼadşatîya Xweye eʼzmana. Şikir ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn. Silavê bide Priskîlayê û Akîla, usa jî mala Onîsîforo, Êrasto li Korintʼê ma, Trofîmo jî, min li Mîletosê nexweş hişt. Bike ku berî zivistanê bêyî. Eybûlo, Pûdês, Lînos, Klawdîya û hʼemû xûşk-bira li te silav dikin. Xudan tʼevî rʼuhʼê te be. Kʼerema Xwedê werʼa be. Ji Pawlosê xulamê Xwedê û şandîyê Îsa Mesîh, bona pêşdaçûyîna bawerîya bijartîyêd Xwedê û zanebûna ser rʼastîyê, anegorî xwedênasîyê, usa jî bona wê gumana jîyîna hʼeta-hʼetayê gazîkirî. Bona wê jîyînê, Xwedêyê xweyê gotina Xwe, hê dewrêd berêda soz daye û wextê xweda gotina Xwe bi dannasînîyê da eʼyankirinê, ya ku li min hate spartinê, bi eʼmirê Xwedêyê Xilazkirê me. Tîtorʼa, lawê xweyî heq-hʼelalî bawerîya meye tʼomerîda: De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bav û Mesîh Îsa Xilazkirê me li te be. Bona wê yekê min tu li Kirêtayê hiştî, wekî çi kêmasî hebin bînî sêrî û her bajarekîda berpirsîyara kʼifş kî, çawa min ev tʼemî li te kir: Gerekê berpirsîyar bêlekʼe be, mêrê jinekê be, zarʼêd wî bawermend bin, yêd ku bona avîtîyê yan jî bona neguhdarîyê nekʼetine nava dev-dirana. Belê serwêr çawa malkirê Xwedê, gerekê bêlekʼe be: Ne serhʼişk, ne hêrs, ne pey şeravê kʼetî, ne sirʼtûk, ne pey kʼeda hʼeram, lê mêvanhʼiz, xêrxwaz, aqilda giran, ser heqîyê, Xwedêrʼa dayî, xwegirtî. Gerekê wê gotina amin qewîn bigire, çawa ku hîn bûye, wekî bikaribe bi hînkirina saxlem dil bide yêd mayîn û şaşîyêd miqabila bide rʼûyê wan. Yêd xweserîxwe gelek in, yêd xeberpʼûçʼ û derewîn, îlahî ewêd ku ji nava cihûyada ne. Gerekê dengê yêd usa bidine birʼînê, çimkî ew mala lap xirab dikin, tiştêd necayîz hîn dikin û vê yekê bona kʼara xweye hʼeram dikin. Ji kirêtîya hema xût zanekî wan jî gotîye: «Kirêtî tʼimê derewîn in, ew rʼeʼwirêd xirab in, û pʼirʼxurêd bêxîret in». Ev şeʼdetîke rʼast e, lema hʼişk li wan hilê, ku saxlem bin bawerîyêda û guh nedine çʼilovîskîyêd cihûya û tʼemîyêd wan merivêd ku ji rʼastîyê dagerʼîyane. Her tişt hʼelal e bona hʼelala, lê hʼeram û nebawerarʼa tiştekî hʼelal tʼune, hʼeta aqil û îsafa wan jî hʼerʼimîne. Ew dibêjin, ku Xwedê nas dikin, lê bi kirêd xwe Wî înkʼar dikin, hʼeram û xweserîxwe ne û her kirineke qencrʼa bêkêr in. Lê tu, çi li hînkirina saxlem dikʼeve, hîn ke. Kalemêr bira xwegirtî, giran û maqûl bin, bawerîyê, hʼizkirinê û sebirêda serxwe bin. Pîrejin jî bira usa pʼergal bin, çawa li merivêd Xwedê dikʼeve, ne buxdanbêj, mêla wan ne ser vexwarinê be. Lê bira xweyêd şîretêd qenc bin, wekî jinêd cahil hîn kin, ku mêr û zarʼêd xwe hʼiz bikin, aqilda giran bin, nav-namûs, malkir, hʼeyf, gurʼa mêrê xweda bin, wekî xebera Xwedê neyê bêhurmetkirinê. Usa jî dil bide xorta, ku aqilda giran bin. Her tiştîda jî, tu xwexa bibe tʼerzê kirinêd qenc, nava hînkirinêda bêdurʼûtî û maqûl be, bi xeberêd saxleme bê kêmasî, wekî yê miqabil şermî bimîne û hindava meda tiştekî wîyî gotinê tʼunebe. Xulama şîret ke, ku gurʼa axayêd xweda bin û her tiştîda li wan xweş bên, cab-sabê wan nedin, destdirêjayîyê nekin, lê aminîya qence tʼam nîşanî wan kin, wekî hînkirina bona Xilazkirê me Xwedê, her alîyava bixemilînin. Çimkî kʼerema Xwedê bona xilazbûna hʼemû meriva xuya bû, Ew me hîn dike, ku em nepʼakîyê û dilhavijîyêd dinyayê înkʼar kin û aqilda giran, bi heqîyê û xwedênasîyê bijîn li vê dinê, hîvîya wê gumana xwezilî, xuyabûna rʼûmeta Xwedêyê mezin, Xilazkirê me Îsa Mesîh bin. Ewî Xwe bona me da der, ku me ji hʼemû neheqîya xilaz ke û paqij ke, bike cimeʼta Xweye xîretkʼêşêd kirinêd qenc. Van tişta hîn ke, bi tʼemamîya hʼukumê xwe dil bide wan û li wan hilê. Bira tʼu kes te bêhurmet neke. Bike bîra cimeʼtê, ku gurʼa serwêr û hʼukumeta bikin, guhdar bin û bona hʼemû kirinêd qenc hazir sekinî bin. Hindava tʼu kesekîda xirab xeber nedin, şerʼûd nîbin, lê milûk bin û şîrinayîya xwe hindava hʼemû merivada bidine kʼifşê. Çimkî em jî wextekê bêfeʼm bûn, xweserîxwe, xalifî û xulamêd cûrʼe-cûrʼe temêd xirab û kʼêfa dilê xwe bûn, me nava xirabîyê û hʼevsûdîyêda dijît, em mîna meʼrê rʼeş, li ber çʼeʼvê hev rʼeş bûn. Lê gava şîrinayî û hʼizkirina Xwedê, Xilazkirê me xuya bû, Wî em xilaz kirin. Ne ku bona wan kirinêd rʼaste ku me kirin, lê li gora rʼeʼma Xwe em xilaz kirin, bi şûştinê em nû dinê kʼetin û bi Rʼuhʼê Pîroz nûyejîyîn bûn. Wî Xwedêyî ew Rʼuhʼ bi merʼdanî ser meda barand, bi destê Îsa Mesîhê Xilazkirê me, wekî bi kʼerema Wî em rʼast bêne hʼesabê û bi wê gumanê jîyîna hʼeta-hʼetayê war bin. Vê gotinêda xêlif tʼune. Û ez dixwazim ku tu van tişta eʼseyî kî, wekî yêd ku bawerîya xwe Xwedê tînin, xîret kin, tiştêd qenc bikin. Evana merivarʼa qenc û kʼar in. Lê tu xwe ji deʼw-dozêd axmaxtî, rʼeqema silsileta, hevrʼikʼîyê û şerʼ-deʼwêd li ser Qanûnê dûr bigire, çimkî ew bêkêr û bêkʼar in. Ji yê ku bêtʼifaqîyê dike, carekê-duda şîret ke dûr kʼeve. Tu zanî ku yê usa xalifî û gunekʼar e, ew xwexa dîwanê ser xweda tîne. Gava Artemas yan Tixîko ez bişînime cem te, bike ku bêyî Nîkopolîsê, cem min, çimkî min qirar da zivistana xwe li wir derbaz kim. Zênasê qanûnzan û Apolo zû verʼêke, usa be ku ew rʼêva kêmasîya tiştekî nebînin. Yêd ji me jî bira hîn bin, pey kirinêd qenc bin, wekî kêrî hʼewcetîya merivayê bên û bê ber nebin. Hʼemûyêd tʼevî min li te silav dikin. Silavê bide wan, yêd ku bawerîyêda me hʼiz dikin. Kʼerema Xwedê we hʼemûyarʼa be. Ji Pawlos, bona Mesîh Îsa girtî û Tîmotʼêyoyê bira, Filîmonê heval-xebat û delalê xwerʼa, Afîya xûşkrʼa û Arxîpoyê hevaleskerê xwerʼa û usa jî wê civînêrʼa ku mala teda dicive: De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be. Ez her gav ji Xwedêyê xwe rʼazî me, gava nava duayêd xweda te bîr tînim birayê Filîmon, çimkî bona wê hʼizkirina teye hindava tʼemamîya cimeʼta Xwedêda û bawerîya teye hindava Xudan Îsada dibihêm. Ez dua dikim, wekî heleqetîya teye tʼevî me, nava bawerîyêda me bigihîne wê zanebûna kʼûr, ya ku hindava her tiştêd meye qence tʼevî Mesîh e. Bona wê hʼizkirina dilê teda birayo, ez gelekî şa bûm û bîna min fire bû, ku dilê cimeʼta Xwedê pê te rʼihʼet bûye. Bona vê yekê bi Mesîh çawa bira, min dikaribû turuş kira, eʼmirî ser te bikira, çi ku cayîz bû, lê ji dest hʼizkirinê, hîvî dikim. Ez çawa Pawlosekî kal û niha jî bona Mesîh Îsa girtî, bona lawê xwe Onîsîmo hîvî ji te dikim, yê ku qeydê minda çawa kurʼek minrʼa dinê kʼet. Ew wextekê kêrî te nedihat, lê niha hin kêrî te tê, hin jî kêrî min. Ez wî paşda dişînime cem te, ew cegera min e. Min dixwest ew cem xwe bihişta, ku dewsa te ber destê min bûya, hʼeta ku ez bona Mizgînîyê qeydada me. Lê bêyî te min nexwest tiştekî bikim, ku qencîya te usa nebe, çawa borcek kiribine stûyê te, lê bi rʼezedilîya te be. Belkî bona vê yekê ew wextekê ji te dûr kʼet, ku ew her tʼim bibe pʼara te, ne ku çawa xulam, lê ji xulamekî zêdetir e, çawa birakî delal! Bona min ew çiqasî delal e, lê bona te ewê hê zêde be, hin alîyê xulamtîyêda, hin jî alîyê Xudanda. Awa heger tu min çawa hevalê xwe hʼesab dikî, wî usa qebûl ke, çawa min. Heger ewî neheqîk jî li te kiribe, yan tiştekî deyndarê te be, ser min hʼesab ke. Ez Pawlos bi destê xwe dinivîsim: Ezê li te vegerʼînim (lê ez bi vê yekê naxwazim bêjime te, ku tu jîyîna xweva deyndarê min î.) Niha, birayê minî ji Xudanda, vê qencîyê bona min bike, bona xatirê Mesîh dilê min rʼihʼet ke. Ez guhdarîya teda guman bûm, lema jî min ev yek terʼa nivîsî, çimkî ez zanim tê ji gotina min zêdetir bikî. Pêştirî vê yekê jî, minrʼa cîkî mayînê hazir ke, çimkî gumana min heye, ku Xwedêyê caba duayêd we bide, min paşda bide we. Êpafrasê bona navê Mesîh Îsayî tʼevî min girtî, te silav dike, usa jî Marqos, Erîstarxo, Dîmas û Lûqa, heval-xebatêd min. Kʼerema Xudan Îsa Mesîh tʼevî rʼuhʼêd we be. Gelek cara û bi gelek cûrʼa Xwedê pêşda pê pʼêxembera kal-bavêd merʼa xeber daye, lê van rʼojêd axirîyêda pê Kurʼê Xwe merʼa xeber da, Kʼîjan ku kʼifş kir, wekî axirîyê bibe xweyîwarê her tiştî û bi Wî jî eʼrd û eʼzman eʼfirand. Ew nûra rʼûmeta Xwedê ye, xût mîna heyîntîya Wî ye, Ew bi qewata xebera Xwe her tiştî xwey dike. Gava Ewî mecala şûştina gunêd meriva hazir kir, li jor herema mezinayîya Xwedêye rʼastê rʼûnişt. Kurʼ haqasî ji milyakʼeta jortir kʼet, çiqasî ew navê ku Wî stand ji navêd wan mestir e. Çimkî Xwedê tʼu milyakʼetîrʼa aha negotîye: «Tu Kurʼê Min î, Tu îro Minrʼa bûyî» û dîsa: «Ezê bavê Wî bim, Ewê jî Kurʼê min be». Û gava Xwedê nixurîyê Xwe dişîne dinyayê, aha jî dibêje: «Bira hʼemû milyakʼetêd Xwedê serê xwe ber Wî daynin». Lê bona milyakʼeta aha dibêje: «Ew milyakʼetêd Xwe dike ba û berdestîyêd Xwe alava êgir». Lê belê bona Kurʼ Xwedê dibêje: «Tʼextê Te Xwedêyo, tʼextê hʼeta-hʼetayê ye, şiva pʼadşatîya Te şiva heqîyê ye. Tu heqîyê hʼiz dikî û dijenî neheqîyê, lema jî Xwedêyo, Xwedêyê Te Tu bi rʼûnê şabûnê rʼûnkirî, ji hevalêd Te zêdetir». Û aha jî dibêje: «Ya Xudan, Te pêşîyê hʼîmê dinyayê danî û eʼzman kirêd destêd Te ne. Ewê wêran bin herʼin, lê Tê bimînî, hʼemûyê mîna cila bipʼizinin. Tê wan hev bipʼêçʼî mîna qapʼût, mîna kʼinca wê bêne guhastinê. Lê Tu dîsa Ew î û salêd Te wê kêm nebin». Kʼîjan milyakʼetîrʼa Xwedê gotîye: «Kʼêleka Mine rʼastê rʼûnê, hʼeta Ez neyarêd Te bikime binê pʼîyêd Te»? Îdî milyakʼet çi ne? Ew hʼemû jî rʼuhʼêd berdestî ne, ku bona xizmetkʼarîya wan têne şandinê, yêd ku xilazbûnê wê war bin. Bona vê yekê gerekê em hê gelekî guh bidine wan tiştêd me bihîstine, wekî em ji wan nexalifin. Çimkî heger ew xebera pê milyakʼeta hate gotinê hʼîmgirtî ma û hʼemû neheqîyê û bêêlimîyê heqê xwe rʼast standin, lê emê çawa xwe xilaz kin heger em guh nedine wê xilazbûna mezin? Bona vê xilazbûnê Xudan pêşda dannasîn kir û yêd ku dengê Wî bihîstin meva eʼseyî kirin. Serda jî Xwedê bi nîşana, kʼeremeta, cûrʼe-cûrʼe kirêd qewat û pʼêşkʼêşêd Rʼuhʼê Pîroze belakirî şeʼdetî da, çawa ku eʼmirê Wî bû. Xwedê ne ku milyakʼet kirine serwêrêd wê dinya ku wê bê, ser kʼîjanê em xeber didin. Lê nivîsar cîkî şeʼdetîyê dide û dibêje: «Ya Xwedê, însan çi ye ku wî bîr tînî, yan bendê vê dinê ku bona wî xem dikî? Te hinek wext ew ji milyakʼeta nimiztir kir, bi rʼûmet û hurmetê ew tʼac kir, hʼemû tişt kirine binê nigêd wî». Awa Yê ku her tişt kirine binê nigêd wî, tiştek nehişt ku nekiribe binê niga. Lê niha em hê her tiştî binê nigêd însênda nabînin. Lê em niha Îsa bi rʼûmet û hurmet kʼofî li sêrî dibînin, Yê ku hinek wext bona cefê mirinê ji milyakʼeta hatibû nimizkirinê, wekî bi kʼerema Xwedê bona hʼemûya mirin bidîta. Belê hêja bû ku Xwedê, Yê ku her tişt bona Xwe eʼfirandîye û bi destê Xwe xwey dike Rʼêberê xilazbûna wan bi cefa kʼamil bikira, wekî gelek law tʼevî rʼûmeta Îsa bikirana. Ewê ku pîroz dike û ewêd ku pîroz dibin, ev hʼemû jî ji Bavekî ne. Lema Ew vê yekêda şermîyê nabîne, ku wan xûşk-birayêd Xwe hʼesab ke û dibêje: «Derheqa navê Teda Ezê xûşk-birayêd Xwerʼa bêjim, civînêda Ezê eşqî Te bistrêm». Û aha jî dibêje: «Ezê gumana Xwe bidime ser Xwedê». Û aha jî: «Va me Ez û ew zarʼêd ku Xwedê dane Min». Çawa ku zarʼ xûn û goşt in, Îsa Xwexa jî bû mîna wan, kʼete binyatʼa merivayê, wekî bi vî awayî pê mirina Xwe, yê ku hʼukumê wî ser mirinê heye unda ke, awa gotî mîrêcin û yêd ku tʼemamîya eʼmirê xweda hêsîrêd tirsa mirinê bûne xilaz ke. Belê feʼmdarî ye, ku Ew alîkʼarîya milyakʼeta nake, lê alîkʼarîya zurʼeta Birahîm dike. Lema jî Îsa gerekê bi her alîyava bibûya mîna xûşk-bira, ku bibûya serekkʼahînekî rʼeʼm û amin li xizmetkʼarîya ber Xwedêda, wekî gunêd cimeʼtê bida kʼewandinê. Çawa Ewî cefa kʼişand, hate cêrʼibandinê, usa jî dikare alîkʼarîya wan bike, yêd ku dikʼevine nava cêrʼibandinê. Awa xûşk-birayêd pîroz, hûn ku heval-pʼarêd wê gazîya eʼzmên in, li Îsa binihêrʼin, Wî şandîyî û Serekkʼahînê ku em îqrar dikin. Ew hindava Xwedêda amin bû, Yê ku Ew bona vê yekê kʼifş kir, çawa Mûsa jî tʼemamîya mala Wîda amin bû. Belê Îsa haqasî ji Mûsa zêdetir hêjayî rʼûmetê bû, çiqasî qedirê yê ku malê çêdike, ji qedirê malê zêdetir e. (Feʼmdarî ye, her malek bi destê yekî tê çêkirinê, lê yê her tişt eʼfirandîye, Xwedê ye.) Rʼast e Mûsa tʼemamîya mala Wîda xulamekî amin bû, bona şeʼdetîya wan tiştêd ku Xwedê wê bigota. Lê Mesîh çawa kurʼ hindava mala Xwedêda amin bû. Û ew mala Wî em in, heger em wê eʼgîtîyê û gumana ku em pê difirʼin qewîn bigirin. Bona vê yekê çawa Rʼuhʼê Pîroz dibêje: «Îro heger hûn dengê Wî bibihên, mîna kal-bavêd xwe serhʼişk nîbin, çawa ku wana serî hilda, gava berʼîyêda hatine cêrʼibandinê, wê dera ku kal-bavêd we bi qelpê xirab Ez cêrʼibandim û tʼemamîya çil salî jî kirêd Min dîtin. Lema jî hʼîlê Min ji wî nisilî çû û Min got: ‹Dilada tʼimê ew xalifî ne û rʼîya Min nas nekirine›. Awa Min jî ji hêrsa sond xwar got: ‹Tʼu car ewê nekʼevine rʼihʼetîya Min!›» Haş ji xwe hebin xûşk-birano, nebe ku nava we yekîda dilekî xirab û nebawer hebe, ku pişta xwe bide Xwedêyê sax. Lê her rʼoj dil bidine hev, hʼeta ku nivîsarêda bona me «îro» heye, wekî ji we tʼu kes bi guna nexape, nebe serhʼişk. Çimkî em tʼevî Mesîh bûne xweyîpʼar, heger tʼenê em wê bawerîyê ji serîda hʼeta xilazîyê qewîn bigirin. Awa çawa jor hate gotinê: «Îro heger hûn dengê Wî bibihên, serhʼişk nîbin, çawa wextê serhildanêda». Ew kʼî bûn, yêd ku bihîstin û serî hildan? Ew hʼemû nîbûn, yêd ku bi destê Mûsa ji Misirê derkʼetibûn? Çil salî hʼîlê Xwedê ji kʼê çû? Ne ji wan çû, yêd ku gune kirin, cinyazêd wan berʼîyêda man? Û Xwedê bona kʼê sond xwar ku nekʼevine rʼihʼetîya Wî, heger ne bona neêlima? Îdî em dibînin ku evana ji dest nebawerîya xwe nikaribûn bikʼetanayê. Awa ew sozê ku bona kʼetina nava rʼihʼetîya Wî hê dimîne, lema gerekê em haş ji xwe hebin, ku ji we tʼu kes ji wê rʼihʼetîyê nemîne. Çimkî merʼa jî ew Mizgînî hate dayînê, çawa wanrʼa. Lê belê ew Mizgînîya ku wan bihîst kʼar neda wan, çimkî ew yek bawerîyêva girê nedan. Lê em ku bawer dikin, emê bikʼevine wê rʼihʼetîyê. Ev yek aha ye, çawa ku Xwedê got: «Awa Min ji hêrsa sond xwar got: ‹Tʼu car ewê nekʼevine rʼihʼetîya Min!›» Lê Ewê ku ev yek got, şixulêd Wî ji wextê eʼfirandina dinyayêda xilaz bibûn. Cîkî bona rʼoja hʼefta aha hatîye gotinê: «Û Xwedê rʼoja hʼefta ji hʼemû şixulêd Xwe rʼihʼet bû». Û li vir dîsa dibêje: «Tʼu car ewê nekʼevine rʼihʼetîya Min». Awa hinekê bikʼevine wê rʼihʼetîyê, lê ewê ku pêşda mizgînî bihîstibûn ji dest nebawerîyê nekʼetinê. Bona vê yekê Xwedê rʼojeke din kʼifş dike û dibêje «îro», pey gelek wextarʼa, çawa bi zarê Dawid jor hate gotinê: «Îro heger hûn dengê Wî bibihên, serhʼişk nîbin». Heger Yêşû rʼihʼetî dabûya wan, îdî Xwedê wê pey wê yekêrʼa bona rʼojeke din xeber neda. Awa bona cimeʼta Xwedê hê rʼojeke rʼihʼetîyê mîna rʼoja şemîyê heye. Belê ewê ku dikʼeve rʼihʼetîya Xwedê, ew îdî ji şixulêd xwe rʼihʼet dibe, çawa Xwedê jî ji şixulêd Xwe. Awa em bikin ku bikʼevine wê rʼihʼetîyê, wekî tʼu kes mîna nebawerîya wan nekʼeve rʼoja wan. Xebera Xwedê sax û zor e û ji her şûrê dudevî birʼatir e, ku derbazî hʼeta navbera rʼuhʼ û can, hestû û mejû dibe, nêt û fikirêd dila jî eʼnene dike. Û tʼu eʼfirîn ji Wî veşartî nîne, lê her tişt li ber çʼeʼvê Wî vekirî û aşkere ye, ku li ber Kʼîjanî emê hʼesabê xwe bidin. Awa ku Serekkʼahînekî meyî mezin heye, ku eʼzmanarʼa derbaz bûye, Îsayê Kurʼê Xwedê, de werin em wê bawerîya ku îqrar dikin qewîn bigirin. Serekkʼahînekî meyî usa tʼune, ku bêtʼaqetîyêd meda dilê Wî ser me neşewite, lê Ew ji hʼemû alîyada cêrʼibandî ye mîna me, lê tʼenê bêgune. De îdî em mêrkʼîmî nêzîkî tʼextê Xwedêyî kʼeremê bin, wekî rʼeʼmê bistînin û kʼeremê bibînin ku gava em hʼewce bin, alîkʼarîya me bike. Her serekkʼahînek ji nav meriva tê bijartinê û kʼifşkirinê, ku bona meriva li ber Xwedê bisekine, wekî hʼedî û qurbana ber guna bide. Ew çawa însan dikare bi dilê şewat kʼomeka wanrʼa be, yêd ku nezan û xalifî ne, çimkî ew xwexa jî nava bêtʼaqetîyada ye. Lema gerekê ew çawa bona cimeʼtê, usa jî bona xwe qurbana bona guna bide. Kesek xweserîxwe vî qedirî nastîne, lê tʼenê ewê ku ji Xwedêda tê gazîkirinê, çawa Harûn bû. Usa jî Mesîh, ne ku Xwexa Xwe bilind kir ku bibe serekkʼahîn, lê Xwedê Ew bilind kir û Wîrʼa got: «Tu Kurʼê Min î, Tu îro Minrʼa bûyî». Çawa cîkî din jî dibêje: «Tu hʼeta-hʼetayê Kʼahîn î, mîna Melkʼî-Sadiq». Îsa jîyîna Xweye vê dinyayêda gelekî kʼeser û bi hêsira lava û rʼeca ji Wî dikirin, Yê ku dikaribû Ew ji mirinê xilaz bikira û bona milûktî û êlimîya Wî hate bihîstinê. Rʼast e Ew Kurʼê Xwedê bû, lê dîsa bi wan cefayêd Xwe guhdarîyê hîn bû. Gava wê yekêda hate kʼamilkirinê, bona hʼemûyêd ku guhdarîya Wî dikin, Ew bû kanîya xilazbûna hʼeta-hʼetayê û ji Xwedê hate navkirinê «Serekkʼahînê mîna Melkʼî-Sadiq». Bona vê yekê gelek tiştêd meye gotinê hene, lê şirovekirina van zeʼmet e, çimkî guhada hûn giran bûne. Rʼastîyê kʼeve hʼeta niha gerekê hûn dersdar bûna, lê hûn hê hʼewce ne ku ji gotinêd Xwedê dersêd pêşine sade hîn bin. Hûn hela hê hʼewcê şîr in, ne ku xwarina giran. Ewê ku şîrxur e, ew nikare hînkirina heqîyê bimehʼîne, çimkî dergûş e. Lê xwarina giran bona merivêd gihîştî ye, yêd ku sewdayê xweda kʼetî-rʼabûyî ne, qencî û xirabîyê ji hev derdixin. Awa em hînbûnêd pêşine ser Mesîh alîkî bihêlin, bêne ser hînbûna gihîştî. Em dîsa hʼîm nevêjin neyêne ser vegerʼandina ji wan kirinêd ku dibine berbi mirinê, Xwedêbawerkirinê, hînbûna ser nixumandina, destdanînê, rʼabûna mirîya û dîwana hʼeta-hʼetayê. Emê bi destûra Xwedê hînbûna gihîştîda pêşda herʼin! Çimkî yêd ku carekê hatine rʼonayîkirinê, pʼêşkʼêşa eʼzmên teʼm kirine û Rʼuhʼê Pîroz pʼar standin, usa jî xebera Xwedêye qenc û qewatêd dinya wê bê teʼm kirine, heger ew ji wê bawerîyê bikʼevin, îdî nabe ku ewana dîsa vegerʼin ser xweda bên, çimkî ewana careke din Kurʼê Xwedê nav xweda xaç dikin û dikine sosret. Ew eʼrdê ku gelek cara baran serda dibare, ava xwe distîne û deremeta kʼar dide wan, bona kʼîjana tê bêcerkirinê, duayê Xwedê tê ser wê. Lê ewê ku dirʼî û stirîya digihîne, bêkêr e û hêjayî nifirʼê ye, axirîya wê jî şewat e. Rʼast e em aha xeber didin delalno, lê em weda guman in, wekî hûn ser rʼêke hê qenc in, ku we dibe berbi xilazbûnê. Xwedê ser neheqîyê nîne, wekî kirêd we û ew hʼizkirina ku we bona navê Wî da kʼifşê bîr bike, ya ku we cimeʼta Xwedêrʼa xizmetkʼarî kir û dikin jî. Lê em muhʼtac in wekî ji we her yek hʼeta xilazîyê wê xîretê bide kʼifşê, ku gumana we hʼîmgirtî bimîne. Em naxwazin ku hûn xwerʼanedîtî bin, lê çʼeʼv bidine wan, yêd ku bi bawerîyê û sebirê sozêd Xwedê war dibûn. Gava Xwedê soz da Birahîm, Ewî bi serê Xwe sond xwar, çimkî kesekî ji Wî mestir tʼunebû ku bi wî sond bixwara. Hingê got: «Rʼast Ezê zurʼeta te gelekî berekʼet kim, Ezê te pʼirʼ zêde kim». Û bi vî awayî Birahîm bi dûmika dirêj gihîşte sozê Xwedê. Rʼast e meriv pê serê yê ji xwe mestir sond dixwin û sond hʼemû şerʼ-deʼwê nava wanda safî dike. Bi vê yekê Xwedê xwest wanarʼa, yêd ku wê soz jê bistandana hê bida kʼifşê, ku ew qirara Xwe naguhêze, îdî sozê Xwe bi sondxwarinê şidand. Awa îdî du tişt hene, soz û sondê Xwedêye ku nayêne guhastinê, kʼîjanada nabe ku ew derew derê. Van her du tiştada dildayîneke meye eʼseyî heye, ku em lê sitʼar bûne, lema jî em dikarin xwe bavêjine wê gumana pêşîya xwe. Eva gumana bona jîyîna me dibe lengereke hʼîmgirtî û amin, ku pʼerʼda pîrozgeha eʼzmênrʼa derbazî hindurʼê Cîyê Herî Pîroz dibe, wê dera ku Îsa çawa pêşîkʼêş bona me kʼetîyê. Ew bûye serekkʼahînê hʼeta-hʼetayê mîna Melkʼî-Sadiq. Melkʼî-Sadiq pʼadşayê Şelîmê bû, kʼahînê Xwedêyê Herî Jorin. Gava Birahîm ji pʼadşa qirʼkirinê vedigerʼîya, Melkʼî-Sadiq pêşîya wîda çû û dua li wî kir. Birahîm jî ji hʼemû tʼalanê xwe dehek da wî. (Pêşîyê navê Melkʼî-Sadiq şirovedibe: «Pʼadşê Heqîyê» û alîkî dinva jî ew «Pʼadşê Şelîmê » bû, awa gotî navê wî tê feʼmkirinê «Pʼadşê Eʼdilayîyê».) Ew bê bav, bê dê û bê rʼikʼinyat bû, ne rʼoja bûyîna wî eʼyan bû, ne jî xilazîya eʼmirê wî. Ew mîna Kurʼê Xwedê bû û tʼimê kʼahîn dimîne. Awa dîna xwe bidinê, ku ew yekî çawayî mezin bû, ku Birahîmê baveʼşîr jî ji tʼalên dehek dayê. Û zurʼeta Lêwîye ku dibine kʼahîn, bona wan tʼemî Qanûnêda heye ku ji cimeʼtê dehekê bistînin, awa gotî ji miletê xwe, heger ew bedena Birahîm in jî. Lê Melkʼî-Sadiq ne ji rʼikʼinyata Lêwî bû, ewî ji Birahîm jî dehek stand û dua li wî kir, yê ku ji Xwedê soz standibû. Eva yeka feʼmdarî ye, ku yê biçʼûk ji yê mezin dua-dirozga distîne. Vî alîyê kʼahîntîyêda, merivêd ku dimirin dehekê distînin, lê alîyê Melkʼî-Sadiq, yê ku dehekê distîne bona wî nivîsar dibêje, ku ew sax e. Û hʼeta em dikarin vê yekê jî bêjin, Lêwîyê ku zurʼeta wî dehekê hildide, wî xwexa jî bi destê Birahîm dehek da Melkʼî-Sadiq. Çimkî ew hê bedena bavê xweda bû, gava Melkʼî-Sadiq pêşîya wîda çû. Awa heger kʼamilbûn bi destê kʼahîntîya lêwîya bibûya, (çawa cimeʼta Îsraêlê ser wî hʼîmî Qanûn standibû), îdî çi lazim bû ku kʼahînekî din mîna Melkʼî-Sadiq rʼabûya û ne ku mîna Harûn? Çimkî gava kʼahîntî tê guhastinê, gerekê qanûn jî bê guhastinê. Û bona kʼîjanî ku ev yek tê gotinê, ew ji qebîleke din bû, ji kʼîjanê tʼu kesî gorîgehêrʼa xizmetkʼarî nekirîye. Û çawa eʼyan e Xudanê me ji qebîla Cihûda bû û Mûsa derheqa kʼahîntîya wê qebîlêda tʼu tişt negotîye. Û eva hela hê eʼyan e, gava kʼahînekî din mîna Melkʼî-Sadiq rʼadibe, yê ku ne alîyê qeyde-qanûna pirsa zurʼetîyêda bû kʼahîn, lê alîyê qewata jîyîna ku xilazîya wê tʼune. Çimkî nivîsar şeʼdê vê gotinê ye ku: «Tu hʼeta-hʼetayê Kʼahîn î, mîna Melkʼî-Sadiq». Awa tʼemîya pêşin ji dest sistî û bêkêrîya wê hate betalkirinê, çimkî Qanûna Mûsa tʼu tişt kʼamil nekir, lê dewsa wê gumaneke hê qenc kʼete navê, bi kʼîjanê em nêzîkî Xwedê dibin. Serda jî Îsa bê sond nebû kʼahîn! Ewêd din bê sond bûne kʼahîn, lê eva bi sond, bi destê Xwedê bû kʼahîn gava Wîrʼa got: «Xudan sond xwar û îdî ji gotina Xwe venagerʼe: Tu hʼeta-hʼetayê Kʼahîn î». Dest vê sondê jî Îsa wekʼîltîyê peymaneke hê qenc dike. Usa jî gelek kʼahîn hebûne, çimkî mirinê nehiştîye ku ewana tʼimê bimana. Lê kʼahîntîya Evî xilaz nabe, çimkî Ew hʼeta-hʼetayê dimîne. Bona vê yekê Ew her gav dikare wan xilaz ke, yêd ku bi destê Wî nêzîkî Xwedê dibin, çimkî Ew tʼimê sax e, ku bona wan lava-navçêtîyê bike. Awa hema merʼa rʼast serekkʼahînekî aha lazim bû, pîroz, bêsûc, bêqusûr, ji gunekʼara cudebûyî û ji eʼzmana jortir çûyî. Îsarʼa ne lazim e ku Ew her rʼoj mîna serekkʼahînêd mayîn pêşîyê bona gunêd xwe û paşê bona gunêd cimeʼtê qurbana bide. Ewî ev yek carekê bona her tʼim kir, çaxê Xwe kire qurban. Qanûna Mûsa merivê bêtʼaqet dike serekkʼahîn, lê sonda Xwedêye ku pey Qanûnêrʼa hat Kurʼ dike serekkʼahîn, Yê ku hʼeta-hʼetayê hate kʼamilkirinê. Fikira wan tiştêd me pêşda gotin ev e: Serekkʼahînekî meyî usa heye ku li eʼzmana ser tʼextê mezinayîya Xwedêye rʼastê rʼûniştîye. Ew çawa serekkʼahîn pîrozgehêda berdestîyê dike, awa gotî wî konê rʼastda, kʼîjan ku Xudan vegirt, ne ku meriva. Her serekkʼahînek bona qurban û hʼedîdayînê kʼifşkirî ye, awa gerekê tiştekî vî jî hebûya ku bida. Heger eva li ser dinê bûya, wê nebûya kʼahîn jî, çimkî hene kʼahîn ku anegorî Qanûnê hʼedîya didin. Evana xizmetkʼarîya xwe pîrozgehêda dikin, ya ku mîna sî û sûretê wan tiştêd li eʼzmên e. Çawa Mûsarʼa hate eʼmirkirinê, gava ewî wê Konê Şeʼdetîyê vegirta, wîrʼa hate gotinê: «Dîna xwe bidê, ku her tiştî wî cûrʼeyî bikî, çawa serê çʼîyê min nîşanî te kir». Lê rʼast xizmetkʼarîke hê bilind Îsarʼa hate dayînê, çawa ku Ew navçêtîyê peymaneke hê qenc dike, çimkî ev peymana li ser sozêd hê qenc hʼîmgirtî ye. Heger peymana pêşin bê kêmasî bûya, îdî ya duda wê hʼewce nîbûya. Lê Xwedê cimeʼtê neheq dike û dibêje: «Va rʼojê bên, Xudan dibêje, Ezê tʼevî mala Îsraêl û tʼevî mala Cihûda peymaneke nû girêdim, lê ne mîna wê peymana ku Min tʼevî kal-bavêd wan girêda, wê rʼoja ku Min destê wan girt, wekî ji Misirê derxim. Ewana nava peymana Minda neman, Min jî destê Xwe ji wan kʼişand, Xudan dibêje. Lê ev e ew peyman, ya ku Ezê tʼevî mala Îsraêl girêdim, pey wan rʼojarʼa, Xudan dibêje: Ezê qanûnêd Xwe bikime hʼişê wan û dilê wanda jî wan binivîsim û Ezê Xwedêyê wan bim, ewê jî cimeʼta Min be. Hingê tʼu kes wê hevalê xwe yan birayê xwe hîn neke û nebêje: ‹Xudan nas bike›, çimkî hʼemû jî wê Min nas bikin, ji biçʼûkêd wan hʼeta mezina. Ezê neheqîyêd wan bibaxşînim û gunêd wan jî îdî bîr neynim». Gava Xwedê bona peymaneke «nû» got, ya pêşin kevin kir û çi ku kevin û pîr dibe, ber undabûnê ye. Rʼast e qeyde-qanûnêd hʼebandina peymana pêşin jî hebûn û pîrozgeha vê dinyayê jî. Kon bi du goza vegirtî bû: Ya derrʼa «pîrozgeh» digotin, têda hebûn şemdan, sifre û nanê Xwedêrʼa dayî. Ya hindurʼda pişta pʼerʼdê, jêrʼa «Cîyê Herî Pîroz» digotin. Têda bûn gorîgeha zêrʼîn bona şewitandina bixûrê, Sindoqa Peymanê, ya ku der û hindurʼva zêrʼkirî bû. Wê sindoqêda hebûn cêrʼê zêrʼîn bi manava tʼijî, şivdara Harûne ku gul da û selêd kevirîye peymanê. Ser sindoqê, xêrûbêd rʼûmeta Xudan hebûn û ser cîyê ku gune dihatine baxşandinê, dikirine sî. Niha ne wext e ku em bona wan bi hûr-gilî xeber din. Ev tişt aha cîkirî bûn. Kʼahîn her gav dikʼevine goza der, xizmetkʼarîya xwe dikin. Lê goza hindurʼ salê carekê tʼenê serekkʼahîn dikʼevê, lê ne bê xûn, ya ku ji ber gunêd xwe û cimeʼtêva dide, kʼîjan ku ji bêfeʼmîya xwe dikirin. Bi vê yekê Rʼuhʼê Pîroz dide kʼifşê, ku rʼîya Cîyê Herî Pîroz nevekirîye, hʼeta ku goza der heye. Ev yek sûretek e bona zemanê niha. Eva dide kʼifşê, ku gava hʼedî û qurban têne dayînê, evana nikarin îsafa yêd ku dihʼebînin paqij kin, lê ev yek tʼenê xwarin-vexwarinê û cûrʼe-cûrʼe şûştin-veşûştinêd qeyde-qanûnêva girêdayî ne. Ev qeyde-qanûnêd dervayî ne, kʼîjan ku hʼeta wî wextê ku qanûna nû tê danînê dimînin. Lê gava Mesîh hat, çawa Serekkʼahînê tiştêd qence hatî, konê hê mezin û kʼamilrʼa derbaz bû, yê ku ne bi desta hatîye çêkirinê, awa gotî ne ji vê dinyayê. Ew ne ku pê xûna canega û nêrîya, lê bi xûna Xwe carekê bona her tʼim kʼete Cîyê Herî Pîroz û azabûna hʼeta-hʼetayê dest anî. Heger xûna canega, nêrîya û kʼozîya nogina ku dirʼeşandin, yêd ku li gora eʼdet hʼerʼimî bûn, dervava ew paqij dikirin, lê çiqas zêde xûna Mesîh, ku bi destê Rʼuhʼê hʼeta-hʼetayê Xwe çawa qurbana bêqusûr da Xwedê, wê îsafa me ji kirêd ku em dibirine berbi mirinê paqij bike, wekî em xizmetkʼarîyê Xwedêyê Saxrʼa bikin? Bona vê yekê Mesîh navçêtîya peymana nû dike, wekî yêd gazîkirî wî warê hʼeta-hʼetayê bistînin, kʼîjan ku Xwedê soz daye, çimkî mirina Wî bona azayîya ji neheqîyêd wan bû, yêd ku dema peymana pêşinda kiribûn. Awa kʼîderê wesîyat peymankirî ye, gerekê li wir eʼseyî wesîyatdar mirî be. Çimkî wesîyat pey mirina wesîyatdarrʼa qewat dike. Hʼukumê wê tʼune hʼeta ku wesîyatdar sax e. Lema peymana pêşin jî bê xûn nehate tʼestîqkirinê. Gava Mûsa hʼemû tʼemîyêd Qanûnê gotine cimeʼtê, hingê xûna canega û nêrîya hilda tʼevî avê kir, rʼîsê sorê gevez çʼiqilê zoxêva kir, pê wê rʼeşande ser kʼitêba Qanûnê û cimeʼtê, got: «Ev e xûna wê peymanê, ya ku Xwedê tʼemî da we». Usa jî ew xûn rʼeşande ser kon û hʼemû derdanêd bona hʼebandinê. Belê anegorî Qanûnê pʼirʼanîya her tiştî pê xûnê paqij dibû û bêyî xûnrʼêtin baxşandin nedibû. Awa gerekê sûretêd tiştêd eʼzmana bi van kirina paqij bûna, lê hema xût yêd eʼzmana jî gerekê bi qurbanêd ji van qenctir paqij bûna. Çimkî Mesîh ne ku kʼete pîrozgeha pê desta çêkirî mîna sûretê ya rʼast, lê hema xût kʼete eʼzmên, wekî niha bona me li ber Xwedê bisekine. Ne jî bona ku gelek cara Xwe bikira qurban dikʼete pîrozgehê, çawa ku serekkʼahîn her sal ne bi xûna xwe dikʼevê. Heger aha bûya, Ewî gerekê gelek cara pey eʼfirandina dinyayêrʼa cefa bikʼişanda. Lê niha axirîya dewrada Ewî Xwe da kʼifşê û carekê bona her tʼim pê xwequrbankirinê gune hildan. Û çawa bona meriva qirarkirî ye, carekê bimirin û paşê ber dîwanê bisekinin, usa jî Mesîh carekê bona gunehildana geleka qurban hate dayînê. Û Ewê cara duda ne ku bona gunehildanê kʼifş be, lê bona xilazbûna wan, yêd ku hîvîya Wî ne. Qanûn sîya wan tiştêd qenc e, kʼîjane ku tên, lê ne xût mîna wan yeka ye. Bona vê yekê Qanûn pê wan qurbanêd ku her sal peyhev-peyhev têne dayînê nikare wan kʼamil bike, yêd ku bi qurbandayînê nêzîkî Xwedê dibin. Heger paqij bûna, wana wê dest ji qurbandayînê bikʼişanda, çimkî bi carekê yêd xweyîqurban wê bihatana paqijkirinê, ji wir şûnda bona guna îsafa wan wê li wan hilnehata. Lê ew qurban her sal gunêd wan tînine bîra wan. Çimkî xûna canega û nêrîya tʼu car nikare guna rʼesît ke. Lema jî, gava Mesîh wê bihata vê dinê, got: «Te qurban û hʼedî nexwestin, lê Te bona Min qalibek hazir kir. Dîyarîyêd tʼevayîşewatê û qurbanêd ji ber gunava Te xweş nehatin. Hingê Min got: ‹Va me ya Xwedê, Ez hatim eʼmirê Te bînime sêrî, çawa bona Min kʼitêbêda nivîsar e›». Pêşîyê dibêje: «Qurban û hʼedî, dîyarîyêd tʼevayîşewatê û qurbanêd ji ber gunava Te nexwestin û ew li Te xweş nehatin» (lê ew anegorî Qanûnê têne dayînê). Paşê dibêje: «Va me ya Xwedê, Ez hatim ku eʼmirê Te bînime sêrî». Ya pêşin, Mesîh wêda davêje, ku ya duda tʼestîq ke. Bi vî awayî Îsa Mesîh eʼmirê Xwedê anî sêrî, carekê bona her tʼim bedena Xwe kire qurban, bi vê yekê em paqij kirin. Her kʼahînek, her rʼoj nava xizmetkʼarîya xweda ye û gelek cara xût wan qurbana dide, kʼîjanêd ku tʼu car nikarin guna rʼesît kin. Lê Evî kʼahînî tʼenê carekê bona guna qurban da û peyrʼa hʼeta-hʼetayê kʼêleka Xwedêye rʼastê rʼûnişt û ji wir şûnda hîvîyê ye, hʼeta ku dijminêd Wî bin pʼîyêd Wîda bêne danînê. Bi qurbanekê Ewî yêd ku paqij dibin hʼeta-hʼetayê kʼamil kirin. Rʼuhʼê Pîroz jî şeʼdetîyê dide me. Pêşîyê dibêje: «Ev e ew peyman, ya ku Ezê tʼevî wan girêdim, pey wan rʼojarʼa, Xudan dibêje. Ezê qanûnêd Xwe bikime dilê wan û hʼişêd wanda wan binivîsim». Paşê dibêje: «Ezê gune û neheqîyêd wan îdî bîr neynim». Û ew dera ku baxşandin heye, îdî bona guna hʼedî kêr nayê. Awa xûşk-birano, bi saya xûna Îsa em dikarin mêrkʼîmî bikʼevine Cîyê Herî Pîroz, wê rʼîya nûye saxrʼa, ya ku Ewî bona me nava wê pʼerʼdêrʼa vekir, awa gotî bi bedena Xwe. Awa ku Kʼahînekî meyî mezin heye ser mala Xwedê, em dikarin bi dilê rʼast nêzîkî Xwedê bin, bawerîyêva tʼijî, îsafa xweda bi xûnrʼeşandinê ji xirabîyê paqijbûyî û qalibê xwe jî pê ava zelal şûştî. De em wê gumana ku em îqrar dikin qewîn bigirin û ji cî nehʼejin, çimkî amin e, Ewê ku soz daye. Û bira em bona hevdu xem bikin, wekî hʼizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev. Bira em dest ji lihevcivînê nekʼişînin, çawa ku hineka xwerʼa kirîye xeyset, lê em dil bidine hev û hê zêde, çimkî hûn dibînin ku Rʼoja Axretê nêzîk dibe. Çimkî heger me rʼastî nas kirîye qebûl kirîye û peyrʼa bi hʼemdê xwe nava gunada bimînin, îdî ji vir şûnda bona baxşandina guna qurban berga tʼu tiştî nagire, lê tʼenê bi lerizekê dimîne hîvîya dîwanê û kʼûra agir, ku wê yêd miqabilî Xwedê hʼûfî xwe ke. Yekî heger Qanûna Mûsa bitʼerʼibanda, gava du yan sê şeʼde hebûna, bê rʼeʼm dihate kuştinê. Lê tʼexmîna we, ewê hê çiqasî hêjayî cezayê giran be, yê ku Kurʼê Xwedê daye bin pʼîyêd xwe û Xûna peymanê hʼeram hʼesab kirîye, bi Kʼîjanê ew paqij bû û Rʼuhʼê kʼeremdayînê bêhurmet kirîye? Belê em Wî nas dikin, Yê ku got: «Hʼeyfhildan ya Min e, Ezê hilînim». Û dîsa: «Xudan wê dîwana cimeʼta Xwe bike». Tiştekî tirs û xof e, ku bikʼevine destê Xwedêyê sax! Wan rʼojêd pêşin bîr bînin, gava hûn hatine rʼonayîkirinê, we şerʼekî çawayî giran bi cefava dikʼişand. Carna bi qara û zêrandina hûn aşkere dihatine rʼezîlkirinê, carna jî tʼevî hʼalê wan dibûn, yêd ku ew tişt dikʼişandin. Hûn dikʼetine hʼalê girtîya jî û gava hebûka we jî tʼalan kirin, hûn bi wê yekê eşq û şa bûn, çimkî we xwexa zanibû ku hebûka weye hê qenc û her tʼim heye. Awa wê gumana xwe unda nekin, ya ku hêjayî heqê mezin e. Werʼa sebir lazim e ku hûn eʼmirê Xwedê bînine sêrî û bigihîjine sozê Wî. Çawa nivîsar e: «Pey wextekî kinrʼa, Ewê ku wê bê, wê bê û derengî nebe. Lê yê ber Min rʼast, wê bi bawerîyê bijî û heger ew paşda vekʼişe, Ez wî begem nakim». Lê em ne ji wan in, ku paşda vekʼişin û unda bin, lê em ew in, ku bawer dikin, wekî rʼuhʼêd me xilaz bin. Bawerî eʼseyîya wan tişta ye, ku em têda guman in û îzbatîya wan tişta ye, ku meva ne xuya ne. Bi bawerîyê pêşîyêd me li Xwedê xweş hatin. Bi bawerîyê meva eʼyan e ku dinya bi xebera Xwedê eʼfirîye û ew tiştêd ku têne dîtinê ji wan tiştêd ku nayêne dîtinê çêbûne. Bi bawerîyê Habîl hʼedîke ji hʼedîya Qayîn çêtir da Xwedê. Bi wê bawerîyê ew hate begemkirinê çawa yekî rʼast, çimkî hʼedîyêd wî li Xwedê xweş hatin. Rʼast e Habîl mir, lê bi bawerîya xwe hê xeber dide. Bi bawerîyê Henox ji dinê hate hilatinê, ku mirinê nebîne. Ew tʼu cîyî kʼifş nebû, çimkî Xwedê ew hildabû. Nivîsarêda hatîye gotinê, ku berî hilatina wî, ew li Xwedê xweş hatibû. Û bê bawerî tʼu car nabe ku însan li Xwedê xweş bê, çimkî ewê ku nêzîkî Xwedê dibe, gerekê bawer bike, ku Xwedê heye û wê wan xelat ke, kʼîjan ku li Wî digerʼin. Bi bawerîyê Nuh bona tiştêd ku hê nedihatine kʼifşê ferman ji Xwedê stand û bi xofa Xwedê rʼabû bona xilazbûna mala xwe gemî çêkir. Nuh bi wê bawerîyê dîwana dinê kir û bû xweyîwarê wê rʼasthʼesabbûnê, ya ku ji bawerîyê tê. Bi bawerîyê, gava Birahîm hate gazîkirinê, guhdarî kir, ku herʼe wî cîyê ku wê çawa war bistanda. Û rʼabû çû, lê nizanibû jî kʼuda diçe. Bi bawerîyê çawa firarî wî welatê xerîbda ma, yê ku Xwedê jêrʼa soz dabû. Û çadirada tʼevî Îshaq û Aqûb ma, ku ew jî xweyîyêd wî warê sozdayî bûn. Çimkî ew hîvîya wî bajarê xweyîrʼikʼinê miqerʼm bû, eʼfirandar û avakirê kʼîjanî Xwedê ye. Bi bawerîyê Birahîm, ku zanibû Serayê zarʼ nedanî, ewê qewata berê zika stand û wê mezinayîya wîda zarʼek wîrʼa bû. Çimkî bawer kir, ku Yê wîrʼa soz daye amin e. Û ji wî yekî, yê ku îdî ber mirinê bû, weke steyrkêd eʼzmên û qûma devê beʼrê bêhʼesab merî dinê kʼetin. Ev hʼemû jî ku bawerîyêda mirin, lê sozêd Xwedê nestandin. Ewana tʼenê ew soz dûrva dîtin, şa bûn û xwe mukurʼ hatin, ku ew merîne xerîb û firarî ne li ser dinê. Ewêd ku tiştêd aha dibêjin, didine kʼifşê ku ew li welatekî bona xwe digerʼin. Û heger bona wî welatî bîr banîna ji kʼîderê ku ew derkʼetibûn, mecala wan wê hebûya vegerʼîyana wir. Lê ji ber wêva demana welatekî hê qencda bûn, awa gotî yê eʼzmanî. Lema Xwedê vê yekêda şermîyê nabîne, ku ew jêrʼa bêjin: «Xwedêyê me», çimkî Ewî bona wan bajarek hazir kirîye. Bi bawerîyê Birahîm ku ji Xwedê hate cêrʼibandinê, Îshaq kire qurban. Ewî soz standibûn, lê dîsa kurʼê xweyî tayê tʼenê dikire qurban, bona kʼîjanî Xwedê gotibûyê: «Zurʼeta teyê Îshaqda bê navkirinê». Çimkî Birahîm dilê xweda digot, ku Xwedê dikare Îshaq ji mirinê jî rʼake û ewî bi sûretî çawa ji mirinê rʼabûyî kurʼê xwe paşda stand. Bi bawerîyê Îshaq bona wan tiştêd ku wê biqewimîyana, dua li Aqûb û Esaw kir. Bi bawerîyê Aqûb ber mirinê dua li her kurʼekî Ûsiv kir û xwe avîte ser şiva destê xwe, serê xwe ber Xwedê danî. Bi bawerîyê Ûsiv ber mirinê bona derkʼetina ji Misirê kire bîra zarʼêd Îsraêl û bona hestûyêd xwe tʼemî da wan. Bi bawerîyê gava Mûsa ji dîya xwe bû, bi destêd dê û bavê xwe sê meha hate veşartinê. Wan dît ku kurʼik bedew e, ji fermana pʼadşê netirsîyan. Bi bawerîyê Mûsa gava mezin bû, nexwest ku «kurʼê qîza Firewin» bê hʼesabê. Ew fikirî, ku hê qenc e tʼevî cimeʼta Xwedê biçerçire, ne ku wextekî kin nava kʼêfa gunada derbaz ke. Ewî qara Mesîh hê hebûneke mezin hʼesab kir, ne ku xiznêd Misirê, çimkî çʼeʼvnihêrʼî bû, ku heqê xwe bistanda. Bi bawerîyê Mûsa Misir hişt û ji hêrsa pʼadşê netirsîya, çimkî Mûsa ewê ku nedihate kʼifşê didît û ser ya xwe ma. Bi bawerîyê Mûsa cara pêşin Cejina Derbazbûnê tʼestîq kir û xûn şêmîka da rʼeşandinê, wekî Milyakʼetê Mirinê li nixurîyêd wan nekʼeta. Bi bawerîyê cimeʼta Îsraêlê beʼra Sorrʼa çawa bejêrʼa derbaz bû. Gava misirîya jî kir ku derbaz bin, xeniqîn. Bi bawerîyê sûrêd bajarê Erîhayê kʼetin, gava hʼeft rʼoja dora wan zivirʼîn. Bi bawerîyê Rʼexaba çʼeʼvder ku ceʼsûs bi eʼdilayî qebûlkirin, tʼevî nebawera unda nebû. Ez îdî çi bêjim? Wext tʼêrê nake, ku bona Gîdeyon, Baraq, Şimşon, Yêfta, Dawid, Samûêl û pʼêxembera gilî kim, yêd ku bi bawerîyê pʼadşatî bindest kirin, heqî kirin, soz standin, devê şêra dane girtinê, kʼûra agir temirandin, ji devê şûr xilaz bûn, ji bêtʼaqetîyê qewat girtin, nava şerʼda bûne mêrxas, berî ordîyêd xerîb dan. Kʼulfeta mirîyêd xwe saxbûyî standin. Hineka jî azayî nexwestin û nava cefada mirin, wekî ji mirinê rʼabin bigihîjine jîyîneke hê qenc. Hinekêd mayîn jî ber qamçîya, nava qara, usa jî bi qeyd-zincîra û kelada hatine zêrandinê. Ew dane ber kevira, bi birʼeka hatine birʼînê, bi şûra hatine kuştinê, pʼostêd pêz û bizinada gerʼîyan, xelayî-celayî, tengasî û cefa kʼişandin. Dinya ne layîqî wan bû! Ew li berʼî û çʼîya digerʼîyan, şkeft û neʼlada diman. Ev hʼemû bawerîya xweda berbiçʼeʼv bûn, lê sozê Xwedê nestandin, çimkî Xwedê bona me hê tiştekî qenc hazir kirîye, wekî ewana bêyî me negihîjine kʼamiltîyê. Awa ku haqas eʼlaleta şeʼdaye giran dora me girtîye, de werin em hʼemû giranîyê û wî gunê ku rʼihʼet li me diwele ji xwe dûr xin û bi teyax lecmeydana pêşîya xweda birʼevin. De îdî em dîna xwe bidine Îsa, wî Pêşîkʼêşî û Kʼamilkirê bawerîya me, Yê ku bona wê şabûna pêşîya Xwe xaç hilanî, şerm ber tiştekî hʼesab nekir, paşê kʼêleka Xwedêye rʼastê ser tʼext rʼûnişt. Awa ser Wî bifikirin, Yê ku li ber wan gunekʼarêd miqabilî Xwe teyax kir. Hingê hûnê newestin û ji îlacê nekʼevin. We hê hʼeta xûnrʼêtinê miqabilî gune şerʼ nekirîye. Gelo we ew dildayîna bîr kirîye, ya ku Xwedê werʼa çawa tʼevî zarʼêd Xwe xeber da? «Lawê Min, şîreta Xudan pişt guhê xweva nevêje û ne jî gava ew li te hiltê, li ber xwe kʼeve. Çimkî Xudan kʼê hʼiz dike, wî şîret dike û kʼîjanî çawa law qebûl dike, ceza dike». Hûn şîretê teyax kin, çimkî Xwedê tʼevî we rʼadibe-rʼûdinî çawa tʼevî zarʼêd Xwe. Ew kʼîjan zarʼ e, ku bav wî şîret nake? Lê heger hûn neyêne şîretkirinê çawa hʼemû zarʼ têne şîretkirinê, ku usa ye hûn ne zarʼêd hʼelal in, lê yêd ji zinêkʼarîyê ne. Heger em ku ji bavêd xweye xûn-goşt têne şîretkirinê vedikʼişin, hê çiqas zêde gerekê em gurʼa Bavê rʼuhʼê xweda bin, wekî em bijîn? Bavêd meye xûn-goşt wextekî kin li gora dilê xwe me şîret dikin, lê Xwedê bona kʼara me, wekî em jî mîna Wî bibin pîroz. Rʼast e her şîretek wê demê dilê merîya şa nake, lê dêşîne, lê belê paşê yêd ku bi wê hînbûyî ne, berê eʼdilayîyê ji jîyîna rʼast diçinin. Awa qolanê milêd xweye sistbûyî û qudûmê çokêd xweye bê tʼaqet bişidînin û nigêd xwe rʼîya rʼastda bavêjin, ku yê dikule hol nebe, lê serda qenc be. Bikin ku tʼevî hʼemûya eʼdil bin û jîyîna pîroz derbaz kin. Bêyî pîrozîyê tʼu kes wê Xudan nebîne. Haş ji xwe hebin, nebe ku ji we yek destê xwe ji kʼerema Xwedê bike û nebe ku yek nava weda bibe rʼawekî teʼl tengasîyê bide û geleka jeʼrdadayî ke. Haş ji xwe hebin, nebe ku yek çʼeʼvder yan dinêhʼiz be mîna Esaw, ku bona zike nan nixurtîya xwe firot. Awa weva eʼyan e jî, paşê gava ewî bi hêsira xwest ku ew duayê nixurtîyê li wî jî bibe, hate tʼexsîrkirinê. Çʼare dêst nekʼet, wekî ew tiştê ji destê xwe kiribû paşda bistanda. Hûn mîna cimeʼta Îsraêlê nêzîkî wî çʼîyayê ber çʼeʼva nebûne, yê ku agir pêkʼetibû, bi teʼrîstanîyê, mij-dûmanê û bobelîskêva girtî bû, ku li wir borʼî lê dikʼet û dengê gotinê dihat. Gava yêd ku ev deng dibihîstin, hîvî dikirin, ku îdî xebereke din wanrʼa neyê gotinê, çimkî li wê fermanê tʼaw nedikirin ku digot: «Heger hʼeywanek jî nêzîkî çʼîyê be, gerekê bidine ber kevira». Ev dîtina ber çʼeʼva usa saw bû, hʼeta ku Mûsa jî got: «Ez ditirsim û dilerizim». û nêzîkî Îsayê ku navçêtîyê peymana nû dike û xûna Wîye rʼeşandî bûne, ku ji xûna Habîl qenctir xeber dide. Îdî haş ji xwe hebin, nebe ku hûn Ewî werʼa xeber dide tʼexsîr kin. Heger ewêd ku li ser dinê Mûsa tʼexsîr kirin, kʼîjanî ku tʼemîyêd Xwedê didan xilaz nebûn, îdî emê çawa bikaribin xilaz bin heger em pişta xwe bidine Yê ku ji eʼzmana merʼa xeber dide? Dengê Wî hingê eʼrd hʼejand, lê niha soz daye û dibêje: «Ezê careke din jî bihʼejînim, ne ku tʼenê eʼrdê, lê eʼzmana jî». Xebera «careke din» dide kʼifşê, ku tiştêd eʼfirî wê bihʼejin û bêne hildanê, wekî yêd nahʼejin cîda bimînin. Awa em vê yekê bişêkirînin, ku em pʼadşatîke nehʼejîyayî distînin û bi vî awayî bi xof û tirs Xwedê bihʼebînin, çawa ku li Wî xweş tê, çimkî Xwedêyê me agirê pʼerʼitandinê ye. Bira hûn tʼimê çawa xûşk-bira hevdu hʼiz bikin. Mêvanhʼizîyê bîr nekin, çimkî hineka bi wê yekê milyakʼet qebûl kirin, lê pê nehʼesîyan. Girtîya bîr bînin, hʼesab kin ku çawa hûn jî tʼevî wan girtî ne, usa jî cefakʼêşa bîr bînin, çawa ku hûn jî mîna wan xûn û goşt in. Hʼal-zewac hʼemûyarʼa nav-namûsî be û cî-nivîn hʼelal be, çimkî Xwedê wê dîwana çʼeʼvder û zinêkʼara bike. Pʼerehʼizî bira nava jîyîna weda cî negire û destêd weda çiqas heye, rʼazî bin, çimkî Xwedê got: «Ezê tʼu car ji te neçim û tʼu car te berʼnadim». Lema jî rʼûyê me digire ku em bêjin: «Xudan piştovanê min e û ez natirsim. Însanê çi li min bike?» Rʼêberêd xwe bîr bînin, yêd ku werʼa xebera Xwedê gotine. Dîna xwe bidine axirîya eʼmirê wan û çʼeʼv bidine bawerîya wan. Îsa Mesîh duhu, îro û hʼeta-hʼetayê yek e. Ber bayê cûrʼe-cûrʼe hînkirinêd xerîb nekʼevin. Qenc e ku dil bi kʼerema Xwedê bişide, ne ku bi qeyde-qanûnêd xwarin-nexwarinê. Ewêd ku pey tiştêd aha kʼetin, tʼu kesî kʼar nestand. Gorîgeheke me heye, ku îzina tʼu kesî ji wan tʼune ji wê bixwin, yêd ku pʼaristgehêda xizmetkʼarîyê dikin. Çawa ew hʼeywanêd ku xûna wan bi destê serekkʼahîn bona baxşandina guna dihate pîrozgehê û cendekêd wan ji zomê der dihatine şewitandinê, usa jî Îsa, ku cimeʼt bi xûna Xwe paqij bikira, ji dergehê bajêr der cefa kʼişand. Awa werin, em ji zomê derên herʼine cem Wî û qara Wî hildine ser xwe, çimkî merʼa li vir bajarekî hʼîmî tʼune, lê em hʼizreta wî bajarî ne, yê ku wê bê. De werin em bi saya Wî tʼimê qurbana pesindayînê bidine Xwedê, awa gotî berê zar-zimanê xwe, yêd ku navê Wî îqrar dikin. Usa jî qencî û alîhevkirinê bîr nekin, çimkî qurbanêd usa li Xwedê xweş tên. Guhdarîya rʼêberêd xwe bikin û gurʼa wanda bin. Ewana bona rʼuhʼê we xewê ji çʼeʼvê xwe dikin, çimkî wê bona we cabdar bin. Bira ew wî şixulê xwe eşq û şa bikin, ne ku bi ofe-ofê, çimkî ew yek kʼarê nade we. Bona me dua bikin. Em eʼseyî zanin ku îsafa me rʼihʼet e û dixwazin ku her tiştî rʼast bikin. Lê îlahî ez hîvî dikim ku dua bikin, wekî ez zûtirekê vegerʼime cem we. Awa Xwedêyê eʼdilayîyê, ku Xudanê me Îsa ji mirinê rʼakir, Yê ku bi xûna peymana hʼeta-hʼetayê Serekşivanê pêz e, bira Ew we her tiştêd qencva hazir ke, ku hûn eʼmirê Wî bikin û Ew nava meda bi destê Îsa Mesîh tiştêd ku li Wî xweş tên bike. Şikir ji Wîrʼa be, hʼeta-hʼetayê! Amîn. Ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, hûn bi sebirê guh bidine van gotinêd mine dildayînî, çimkî min werʼa kin nivîsî. Zanibin ku Tîmotʼêyoyê birê me ji kelê derkʼetîye. Heger ew zû bê, ezê tʼevî wî bêm we bibînim. Silavê bidine hʼemû rʼêberêd xwe û cimeʼta Xwedê. Ewêd ku ji Îtalyayê ne, we silav dikin. Kʼerema Xwedê tʼevî we hʼemûya be. Ji Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh: Silav li we her donzdeh eʼşîrêd dinyayêda belabûyî be. Xûşk-birayêd min, şabûneke mezin hʼesab kin, gava hûn bikʼevine nava cûrʼe-cûrʼe cêrʼibandina. Feʼmdarî ye, ku cêrʼibandina bawerîya we sebirê pêşda tîne. Û sebir jî, bira bi dûmika dirêj be, wekî hûn kʼamil û gihîştî bin, tʼu kêmasîke we tʼunebe. Heger serwaxtîya yekî ji we tʼêra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike û wê ji wîrʼa bê dayînê. Ew bi merʼdanî dide hʼemûya û tʼu kesî bêqedir nake. Lê tʼenê bira bi bawerîyê bixwaze û dudilî nebe, çimkî yê dudilî mîna pêlêd beʼrê ye ku ji bayê bilind dibin û datînin. Merivê usa bira nefikire, ku wê tiştekî ji Xudan bistîne. Ew merivê ku ser du niga dikule, hʼemû gavêd xweda ne ser ya xwe ye. Birayê belengaz bira ser bilindbûna xwe bifirʼe, lê yê dewletî ser nimizbûna xwe, çimkî ewê mîna gulêd gîhê hʼişk be herʼe. Çawa teʼv bi germayîya xweva dertê gîhê hʼişk dike, gul jê diwarin û bedewetîya dîndara wê jî unda dibe, usa jî yê dewletî wê îşê xweda biçʼilmise herʼe. Xwezî li wî merivî, ku cêrʼibandinada teyax dike, çimkî gava bi cêrʼibandinê rʼûspî derê, ewê tʼacê jîyînê bistîne, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin. Bira tʼu kes, yê ku nava cêrʼibandinêda ye, nebêje: «Xwedê min bi xirabîyê dicêrʼibîne», çimkî Xwedê xirabîyada nayê cêrʼibandinê û ne jî yekî dicêrʼibîne. Lê her kes dibe maşoqê dilhavijîyêd xwe, dixape û tê cêrʼibandinê. Hingê dilhavijî kelê xwe distîne, gune jê difirike û gune jî ku mezin dibe, mirin jê dibe. Nexapin xûşk-birayêd mine delal! Her dayîna qenc û her pʼêşkʼêşa kʼamil ji jor e, ji Bav, ji Eʼfirandarê rʼonaya tê xwarê, Yê ku ne Xwexa tê guhastinê, ne jî sî ber Wî dadigerʼe. Ewî li gora qirara Xwe em bi xebera rʼastîyê ji Xwe dinê xistin, wekî em bibine awazekî berêd deremeta pêşine eʼfirînêd Wî. Zanibin, xûşk-birayêd mine delal, bira her meriv bihîstinêda serxwe be, lê xeberdan û hêrskʼetinêda giran be, çimkî hêrsa mêriv heqîya Xwedê nayne sêrî. Lema hʼemû mirʼdarʼîyê û her xirabîyê ji xwe dûr xin, bi milûktîyê wê xebera nava weda çandî qebûl kin, ya ku dikare rʼuhʼê we xilaz ke. Xeberê biqedînin, ne ku tʼenê bibihên û usa xwe bixapînin. Heger yek xeberê tʼenê dibihê û naqedîne, ew mîna wî merivî ye, yê ku neynikêda rʼeng-rʼûyê xwe dinihêrʼe. Xwe dibîne, derbaz dibe diçe û zû bîr dike, ku ew yekî çawa bû. Lê ewê ku çʼeʼvê xwe ji qanûna kʼamile ku aza dike nabirʼe û nava wêda dimîne, dibihê bîr nake, lê diqedîne, ew wan kirinêd xweda xwezilî ye. Heger yek xwe xwedênas hʼesab dike û zimanê xwe nikare, ew xwexa xwe dixapîne, xwedênasîya wî pʼûçʼ e. Li ber Bav Xwedêyê me xwedênasîya rʼast û bêqusûr ev e: Teʼlî-tengîyada dest bavêjine sêwîya û jinebîya û hʼevza xwe jî ji lekʼêd dinê bike. Xûşk-birayêd min! Hûn ku bawermendêd Xudanê me Îsa Mesîhê xweyîrʼûmet in, firqîyê nekine nava meriva. Mesele, gava yekî gustîla zêrʼ tʼilîyêda û kʼincêd rʼewş wergirtî bê civîna we, usa jî yekî belengaz bi kʼincêd pʼizinîva bê û hûn dîna xwe bidine yê xweyê kʼincêd rʼewş û bêjinê: «Kʼerem ke vê jorê rʼûnê», lê yê belengazrʼa bêjin: «Ser pʼîya bisekine» yan jî «vê jêrê rʼûnê», gelo hûn nava xweda firqîyê danaynin û nabine hʼakimêd fikirêd xirab? Bibihên xûşk-birayêd mine delal! Ne Xwedê belengazêd vê dinê bijartin, wekî bi bawerîyê dewletî bin û warêd wê Pʼadşatîyê bin, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin? Lê hûn belengaza bêhurmet dikin! Çima ew yêd dewletî nînin, ku zorê li we dikin û we kʼaşî ber dîwanê dikin? Çima ew nînin, yêd ku wî navê qenc bêhurmet dikin, kʼîjan ser we ye? Heger hûn qanûna Pʼadşatîyê biqedînin, li gora nivîsara ku dibêje: «Hevalê xwe weke xwe hʼiz bike», hûn qenc dikin. Lê heger hûn firqîyê dikin, guna dikin û hindava Qanûnêda dibine yekî gunekʼar. Ewê ku tʼemamîya Qanûnê xwey dike, lê tiştekî jê berʼdide, ew dibe deyndarê tʼemamîya Qanûnê. Çimkî Ewê ku got: «Zinîyê neke» usa jî got: «Nekuje». Awa heger zinîyê nekî, lê bikujî, dîsa Qanûnê ditʼerʼibînî. Xeberdan û kirinêd xweda usa bin, çawa yêd dîwana wanê bi wê qanûnê bibe, ya ku azayîyê dide. Çimkî bê rʼeʼm wê dîwana bêrʼeʼma bibe, lê rʼeʼm li ber dîwanê rʼûspî dike. Çi feyde xûşk-birayêd min, heger yek bêje ku bawerîya wî heye, lê kirêd wî tʼunebin? Gelo eva bawerîya dikare wî xilaz ke? Mesele, heger birak yan xûşkek sitʼar lê tʼunebe yan hʼewcê nanê rʼojê be, ji we yek wanrʼa bêje: «Bi xêr û silamet herʼin, germ û tʼêr bin», lê tiştêd ku ew hʼewce bin nede wan, çi feyde? Usa jî bawerî, heger kirêd wê tʼunebin, bi tʼenê mirî ye. Lê yekê bêje: «Bawerîya te heye, kirêd min hene». Lê ezê bêjim: Kʼa bawerîya xwe bê kirina nîşanî min ke, ezê jî bawerîyê bi kirinêd xweva nîşanî te kim. Tu bawer dikî, ku Xwedê yek e. Qenc e! cin jî bawer dikin û dibizdin. Lê tu dixwazî ev yek bê îzbatkirinê, merivê bêhʼiş, wekî bawerî bêyî kira mirî ye? Ne Birahîmê bavê me bi kira rʼast hate hʼesabê, gava kurʼê xwe Îshaq danî ser gorîgehê, ku bike qurban? Tu dibînî ku bawerîyê tʼevî kirêd wî ya xwe kir û bi wan kira bawerî kʼamil bû? Û gotina nivîsarê hate sêrî, ku dibêje: «Birahîm Xwedê bawer kir û ew jêrʼa rʼastî hate hʼesabê» û dostê Xwedê hate gotinê. Hûn dibînin ku meriv bi kira rʼast tê hʼesabê, ne ku tʼenê bi bawerîyê? Ne usa jî Rʼexaba çʼeʼvder bi kira rʼast hate hʼesabê, gava ceʼsûs qebûl kirin û ew rʼêke dinva verʼêkirin? Awa çawa qalib bê rʼuhʼ mirî ye, usa jî bawerî bêyî kira mirî ye. Bira gelek ji we, birayêd min nebine dersdar, çimkî hûn zanin dîwanê ser me dersdara hê giran be. Belê em hʼemû jî gelekî şaşîya dikin. Heger yek xeberdanêda tʼu şaşîyê nake, ew yekî kʼamil e, ku dikare tʼemamîya qalibê xwe zeft ke. Em gemê davêjine devê hespê, wekî ew bê zeftê, ku em serwêrtîyê tʼemamîya hespê pêva bikin. Em bînin ser gemîyê jî. Ew çiqasî mezin in û ji ber bayê qayîm têne ajotinê, lê bi çerxeke gelekî biçʼûk têne serwêrtîkirinê, dilê gemîvan kʼîyalîda ku bixwaze. Usa jî ziman endemekî biçʼûk e, lê tiştêd ji xwe mestir dibêje. Dîna xwe bidine pirîske agir, çi daristaneke mezin dikare bişewitîne! Ziman jî agirek e, dinyake zulmkʼar e nava endemêd meda. Ew tʼemamîya qalibê me dihʼerʼimîne, agir dewra jîyîna mêriv dixe û ew xwexa ji alava agirê dojê pêgirtî ye. Her cûrʼe rʼeʼwir, teyrede, şûlikî û hʼeywanêd beʼrê têne zeftê û zeftî mêriv dibin, lê tʼu qûl-bende zimên nikare. Ew zulmkʼarekî bêar e, jeʼra meʼrava dagirtî ye. Em bi wî şikirîyê didine Xudan û Bav, bi wî jî nifirʼa mêriv dikin, yêd ku dilqê Xwedêda hatine xuliqandinê. Hema ji wî devî jî dua û nifirʼ dertên. Xûşk-birayêd min, ev yek ne cayîz e ku aha be. Gelo ji çʼeʼvkanîkê ava xweş û teʼl dide der? Gelo dibe xûşk-birayêd min, wekî dara hêjîrê berê zeytʼûnê bide, yan jî kʼola tirîyê hêjîrê? Ne jî ji şorʼayîyê ava xweş dertê? Nava weda kʼî serwaxt û aqil e? Bira ew bi pʼergalîya xweye qenc, kirêd xwe bi milûktîya serwaxtîyê bide kʼifşê. Lê heger dilê weda hʼevsûdîya xirab û çʼeʼvnebarî hene, kʼubar nebin û rʼastîyê derew dernexin. Eva «serwaxtîya» ne dayîna jorin e, lê ji dinê ye, ya merivayî ye û ji cina ye. Çimkî li kʼîderê hʼevsûdî û çʼeʼvnebarî hene, li wir bêtʼerbetî û her kirinêd xirab jî hene. Lê serwaxtîya jorin, berê pêşin paqij e, paşê eʼdil e, milûk û berbihêr e, bi rʼeʼmê û berêd qencîyêva tʼijî ye, bê tʼagêr û bê hʼilekʼarî ye. Û berê heqîyê ji alîyê yê ku bi eʼdilayîyê diçîne tê çinînê. Ji kʼu ne ew şerʼ û deʼwê nava weda? Ne ji temêd we ne, ku nava dilê weda şerʼê xwe dikin? Çʼeʼvê we li tişta ye, lê nakʼeve destê we, dikujin û çʼeʼvnebarîyê dikin, lê nikarin bigihîjine meremê xwe, hingê hûn hevrʼa dikʼevine hʼucetê û şerʼ dikin. Hûn dest naxin, çimkî hûn hîvî ji Xwedê nakin. Û gava hîvî dikin, nastînin, çimkî ser nêta xirabîyê hîvî dikin, wekî kʼêfêd dilê xwe derbaz kin. Bêeʼsilno! Hûn nizanin kʼê vê dinê hʼiz dike, ew neyartîyê li Xwedê dike? Awa kʼî dixwaze bibe yarê dinê, ew xwe dike neyarê Xwedê. Yan tʼexmîna we badîhewa nivîsar dibêje, ku Xwedê demana wî rʼuhʼê ber meda ye? Lê belê ew hê kʼeremê dide me. Lema nivîsar dibêje: «Xwedê miqabilî kʼubar-babaxa ye, lê kʼeremê dide şkestîya». Awa ber Xwedê şkestî bin. Miqabilî mîrêcin bisekinin û ewê ji we birʼeve. Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê Xwe li we bigire. Destêd xwe bişon, gunekʼarno, dilê xwe paqij kin, dudilîno. Bineʼlin, şîn û girî bin, bira kʼenê we bibe şîn û eşqa we jî kʼeder. Li ber Xudan xwe bişkênin û Ewê we bilind ke. Xeyba hevdu nekin xûşk-birano. Kʼî xeyba birê xwe dike, yan loma birê xwe dike, ew xeyba Qanûnê dike û loma Qanûnê dike. Lê heger tu loma Qanûnê dikî, îdî tu Qanûnê naqedînî, lê hʼakimê wê yî. Tʼenê Qanûndarek û Hʼakimek heye, ku dikare hin xilaz ke û hin jî unda ke. Lê tu kʼî yî ku loma hevalê xwe dikî? Niha hûn guhdar bin, yêd ku dibêjin: «Îro yan sibê emê herʼine filan bajarî û li wê derê salekê bimînin, tʼucaretîyê bikin û qazinc kin». Hûn nizanin wê sibê çi bê serê we. Eʼmirê we çi ye? Hûn mîna mijê ne, hew dinihêrʼî heye, hew dinihêrʼî tʼune. Gerekê hûn aha bêjin: «Heger Xudan bixwaze, emê bijîn û filan yan bêvan tiştî bikin». Lê hûn bi kʼubar-babaxîya xwe difirʼin. Her pʼeydayîneke aha xirabî ye. Awa ewê ku zane qencîyê bike û nake, ew jêrʼa gune ye. Niha hûn bibihên, dewletîno! Bigirîn û şînê bikin bona wê belengazîya ku wê bê serê we. Hebûka we rʼizî ye, kʼincêd we jî bûne xurê bizûzê. Zêrʼ û zîvê we zeng girtin e û zenga wanê bibe şeʼdê miqabilî we û mîna alava êgir goştê we hʼûfî xwe ke. We bona rʼojêd axirîyê xizne xwerʼa tʼop kir! We ew heqêd pʼalêd ku eʼrdê we didirûtin nedanê. Va ye ew heq dikine zarîn. Şikîyatê wan pʼala gihîştîye guhê Xudanê Zor. We li ser dinê çʼeʼvê xwe tiştekîda nehiştîye, li gora dilê xwe xwarîye-vexwarîye, çawa kʼozîkirî, bona rʼoja serjêkirinê. We ew merivêd rʼast lomekʼar kirin û kuştin, kʼîjan ku miqabilî we rʼanebûn. Awa xûşk-birano, sebir kin hʼeta hatina Xudan. Dîna xwe bidinê, cotkʼar hîvîya berê eʼrdêyî bi qîmet e, bona wê yekê sebir dike hʼeta barana pêşin û paşin lêde. Hûn jî sebir kin, gumana xwe unda nekin, çimkî hatina Xudan nêzîk e. Bîna xwe ji hevdu teng nekin xûşk-birano, ku dîwana we nebe. Va ye hʼakim pişt dêrî sekinî ye. Xûşk-birano, alîyê teʼlî-tengîya û sebirêda çʼeʼv bidine wan pʼêxembera, yêd ku bi navê Xudan xeber dane. Belê em xwezîya xwe li yêd sebir dikin tînin. We bona sebira Îbo bihîstîye û we dît, Xudan axirîya wî çawa xêr kir, çimkî Xudan gelekî îsaf û rʼeʼm e! Berî her tiştî xûşk-birayêd min, sond nexwin, ne bi eʼzmên, ne bi eʼrdê, ne jî sondeke mayîn. Bira «Belê»-ya we belê be, «Na»-ya we na be, wekî hûn dîwanê ser xweda neynin. Heger yek ji we teʼlî-tengîyêda ye, bira dua bike. Heger yek şa ye, bira eşqî Xwedê bistirê. Heger yek ji we nexweş e, bira gazî berpirsîyarêd civînê ke, ser wîda bira dua bikin, bi navê Xudan bi rʼûn rʼûn kin. Û duayê bi bawerîyê wê yê nexweş qenc ke û Xudan wê wî rʼake ser pʼîya. Û heger gunek jî kiribe, wê wî bê baxşandinê. Lema ber hev gunêd xwe bidine rʼûyê xwe û bona hev dua bikin, wekî hûn qenc bin. Duayê yê rʼast gelekî qewat e û hʼukum dike. Êlyas xût merivekî mîna me bû, bi dil û can dua kir, ku baran nebare û sê sal û nîva ser eʼrdê baran nebarî. Û paşê dîsa dua kir, ji eʼzmên baran barî û eʼrdê berê xwe da. Gelî xûşk-birayêd min! Heger yek ji we ji rʼîya rʼastîyê bikʼeve û yekî din wî vegerʼîne, bira ew zanibe yê ku gunekʼar ji rʼîya wîye xalifî vedigerʼîne, ew rʼuhʼekî ji mirinê xilaz dike û gelek guna rʼesît dike. Ji Petrûs, Şandîyê Îsa Mesîh, cimeʼta Xwedêye bijartîrʼa, ya ku li welatêd Pontosê, Galatyayê, Kepedokyayê, Asyayê û Bîtênyayêda xerîb belabûyî ye. Hûn li gora wê qirara Bav Xwedêye pêşda hatine bijartinê û bi Rʼuhʼê Pîroz buhurtî-jibare dibin, wekî guhdarîya Îsa Mesîh bikin û bi xûna Wîye rʼêtî bêne paqijkirinê: De bira kʼerem û eʼdilayî hê li we zêde be. Şikir ji Xwedêrʼa, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku ji rʼeʼma Xweye pʼirʼ, careke din em dinê xistin, bi rʼabûna Îsa Mesîhe ji mirîya, wekî bibine xweyê gumana sax û wan soz-qirarêd nebetale nerʼizî û neçʼilmisî war bin. Evana li eʼzmana werʼa xweykirî ne. Û qewata Xwedê pê bawerîya we, we xwey dike, bona wê xilazbûna hazirkirî, ya ku axirîya zemênda wê xuya be. Hûn bi wê şa dibin, rʼast e niha jî usa diqewime ku hûn hinekî meʼdekirî ne, ji dest cûrʼe-cûrʼe cêrʼibandina. Ev yek dibe sebeb, wekî xalisîya bawerîya we hê bi qîmet kʼifş be, ne ku ew zêrʼê ku nava êgirda tê cêrʼibandinê lê dîsa unda dibe û bi vî awayî ew bawerîya we wê hêjayî pesin, rʼûmet û qedir be, wextê xuyabûna Îsa Mesîh. We Ew nedîtîye, lê hûn Wî hʼiz dikin, niha jî nabînin, lê bawerîya xwe Wî tînin û şa ne bi wê eşqa mezine xweyîrʼûmet, ku bi zara nayê gotinê. Çimkî hûn xilazkirina rʼuhʼê xwe distînin, ku meremê bawerîya we ye. Bona vê xilazbûnê pʼêxember lê gerʼîyan û kʼetibûne bin eʼnena û bona wê kʼerema ku wê werʼa bibûya pʼêxembertî kirin. Rʼuhʼê Mesîhî nava wanda hê pêşda li ber wan vedikir, ku Mesîhê cefê bikʼişîne û peyrʼa bikʼeve rʼûmeta Xwe. Û wan dikir ku bizanibin kʼa bona kʼengê û zemanekî çawada ev yekê biqewimin. Li ber wan vebû, wekî ew ne ku bona xwe, lê bona we xebitîn, gava ew tiştêd niha werʼa bi destê wan hatine gotinê, yêd ku Mizgînî werʼa dannasîn kirin, bi Rʼuhʼê Pîrozî ku ji eʼzmên hate şandinê. Milyakʼet jî demana wan tiştada ne, ku hema bibînin. Bona wê yekê hûn fikirêd xweda piştgirêdayî û hʼişyar bin, tʼam gumana xwe bidine ser wê kʼeremê, ya ku wê werʼa bê dayînê, wextê xuyabûna Îsa Mesîh. Mîna zarʼêd guhdar bin, nebine mîna wî wextê dilxwestinêd xweye nezanîya xweda. Lê mîna wî Pîrozê ku gazî we kir, hûn jî pîroz bin nava hʼemû rʼabûn-rʼûniştina xweda. Çawa nivîsar e: «Pîroz bin, çimkî Ezî pîroz im». Heger hûn Wîrʼa Bavo dibêjin, Yê ku bê firqî dîwana her kesî weke eʼmelêd wî dike, ku usa ye vî wextê xerîb-firarîya xweye vê dinê bi xofa Xwedê derbaz kin. Çimkî hûn zanin wekî hûn ji rʼaw-rʼizimêd kal-bavaye bêkêr, pê wan tiştêd ku unda dibin, awa gotî zêrʼa yan zîva nehatine kʼirʼînê, lê pê xûna Mesîhe qîmet-giran, ku ew çawa berxekî bêqusûr û bêlekʼe bû. Ew hê berî destpêbûna dinyayê kʼifşkirî bû, lê van axirîyada bona we eʼyan bû. Bi Wî we bawerîya xwe Wî Xwedêyî anî, Yê ku Ew ji nava mirîya rʼakir û rʼûmet da Wî, lema bawerî û gumana we ser Xwedê ye. Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin. Hûn ne ku ji havênê pʼûçʼ dîsa dinê kʼetine, lê ji yê nepʼûçʼ, ji xebera Xwedêye xweyîeʼmire hʼeta-hʼetayê. Çimkî «Hʼemû meriv mîna gîhê ne û tʼemamîya rʼewşa wan mîna gulê gîhê. Gîha hʼişk dibe û gulêd wê jê diwarin, lê xebera Xudan hʼeta-hʼetayê dimîne». Ev ew xeber e, ku bi Mizgînîyê werʼa hate dayînê. De her cûrʼe xirabîyê, hʼilekʼarîyê, durʼûtîyê, hʼevsûdîyê û buxdanbêjîyê ji pʼêşa xwe dawşînin. Mîna dergûşêd li ber bistên, hʼeyra şîrê sipîyî rʼuhʼanîda bin, ku hûn bi wî xilazbûnêrʼa mezin bin. Çimkî nivîsar e: We «teʼma şîrinayîya Xudan hildaye». Xwe li Wî bigirin, Wî kevirê saxî ku ji meriva tʼexsîrkirî ye, lê ji Xwedêda bijartî û xweyîqedir e. Hûn jî mîna kevirêd sax, pʼaristgeheke rʼuhʼanî werine çêkirinê, çawa kʼahînêd pîroz qurbanêd rʼuhʼanîye li Xwedê xweş bi Îsa Mesîh bidin. Çimkî kʼitêbêda nivîsar e: «Va Ez Sîyonêda kevirekî jibareyî û xweyîqedir çawa kevirê eʼnîşkê datînim û kʼî bawerîya xwe Wî bîne, tʼu car wê şermî nemîne». Awa ew kevir bona we bawermenda xweyîrʼûmet e, lê bona nebawera: «Ew kevirê ku hosta tʼexsîr kir, Ew bû serê eʼnîşkê», «Kevirê ku meriv serda dilikʼumin û zinarê ku jê hol dibin». Ew dilikʼumin, çimkî guhdarîya xeberê nakin û çawa wê yekêrʼa jî kʼifşkirî ne. Lê hûn qebîleke jibare ne, kʼahînêd pʼadşatîyê, miletê buhurtî, cimeʼta Xwedê, wekî kʼeremetêd Wî bikine dengî, Yê ku hûn ji teʼrîstanîyê gazî rʼonaya xweye hʼujmekʼar kirine. Wextekê hûn ne tʼu cimeʼt bûn, lê niha bûne cimeʼta Xwedê, hûne bê rʼeʼma Xwedê bûn, lê niha we rʼeʼm dîtîye. Delalno! Ez hîvî ji we dikim, çawa merivêd firarî û xerîbe vê dinê, hʼevza xwe ji dilhavijîyêd bedenê bikin, ku miqabilî rʼuhʼê we şerʼ dikin. Nava pʼûtpʼaristada hûn xwe usa pʼergal xwey kin, wekî çi tiştîda jî we rʼezîl bikin çawa xirab, kirêd weye qenc bibînin û şikirîyê bidine Xwedê, wê Rʼoja ku serîkî bide dinê. Gurʼa her serwêrtîyêd merivayêda bin, bona xatirê Xudan, gurʼa pʼadşêda bin, çawa serwêrê herî bilind, usa jî gurʼa welîyada bin, ku ji alîyê pʼadşêda şandî ne, wekî cezayê bidine neheqa û pesin jî bidine qenca. Çimkî ev e qirara Xwedê, ku hûn bi qencîkirinê dengê merivêd bêhʼişe nezan bidine birʼînê. Mîna merivêd aza bijîn. Bira azayîya we nebe xêlîya xirabîkirinê, lê bijîn çawa xulamêd Xwedê. Qedirê hʼemûya bigirin xûşk-bira hʼiz bikin, ji Xwedê bitirsin, qedirê pʼadşê bigirin. Xulamno, bi xofkʼêşîke mezin gurʼa axayêd xweda bin, ne ku tʼenê gurʼa yêd qenc û berbihêrada bin, lê gurʼa zulmkʼarada jî. Çimkî eva bextewarîk e, heger yek bona xatirê Xwedê cîkî heqî-neheq zelûlîyê dikʼişîne û sebir dike. Lê çi feyde heger hûn bona gunekirinê bêne lêdanê û teyax kin? Lê heger hûn bona qencîkirinê cefê bibînin û teyax kin, hûn li ber Xwedê bextewar in. Belê hûn vê yekêrʼa hatine gazîkirinê, çimkî Mesîh xwexa jî bona we cefa kʼişand û nexşek werʼa hişt, wekî hûn pʼêgeha Wîda herʼin. Ewî gune nekir û zarê Wîda hʼilekʼarî tʼunebû. Gava dihate rʼezîlkirinê, ji berva kes rʼezîl nedikir, gava cefa dikʼişand, gef li kesekî nedixwar, lê Xwe spartibû hʼakimê ser rʼastîyê. Ewî gunêd me bedena Xweda rʼakirine ser dar, wekî em hindava gunada mirî bin û bona heqîyê bijîn: Bi dexmêd Wî hûn qenc bûn. Çimkî hûn mîna pezêd xalifî bûn, lê niha hûn li Şivan û Seʼvîyê rʼuhʼê xwe vegerʼîyane. Usa jî kʼulfetno, gurʼa mêrê xweda bin, wekî ji wan hinek jî, heger guhdarîya xeberê nakin, bi pʼergalîya jinêd xwe, bê gotin jî bêne ser bawerîyê gava pʼergalîya weye xofe û nave-namûs bibînin. Bira xemila we dervava bi gulîvegirtinê û tʼorʼêd zêrʼa, yan jî bi kʼinca nîbe, lê ya merivê hindurʼê dilda, rʼuhʼekî milûk û girane bedewetîya nebetal e, ku li ber Xwedê pʼirʼ bi qîmet e. Çimkî berê bi vî tiherî kʼulfetêd pîroze ku gumana xwe danîbûne ser Xwedê, xwe dixemilandin, xemila wan ew bû ku gurʼa mêrê xwe bikirana, mîna Serayê ku gurʼa Birahîmda bû û digote wî: «Xweyê min». Îdî hûn qîzêd wê dêyê ne, heger hûn xwe li qencîyê digirin û ji tʼu tiştî natirsin. Usa jî mêrno, bi feʼmdarîyê eʼmirê xwe tʼevî jinêd xwe derbaz kin, çawa qisimê sist qedirê wan bigirin, usa jî çawa hevalwarê wê jîyîna ku hûnê pʼêşkʼêş bistînin, wekî tʼu tişt nebine bayîsê duayêd we. Heyneser hʼemû jî ser nêtekê bin, ser hev şewat bin, hev hʼiz bikin, rʼeʼm û şkestî bin. Ji ber xirabîyêva xirabîyê nekin, yan ji ber bêhurmetkirinêva bêhurmetkirinê, lê ji ber vanva dua-dirozga li wan bikin, çimkî hûn vê yekêrʼa hatine gazîkirinê, wekî dua-dirozgê sozdayî ser weda bê. Çimkî nivîsar e: «Kʼî jîyînê begem dike û dixwaze rʼojêd xweş bibîne, bira zimanê xwe ji xirabîyê xwey ke û zarê xwe jî ji hʼilekʼarîyê. Bira ji xirabîyê vegerʼe, qencîyê bike û eʼdilayîyê bigerʼe, li pey wê herʼe. Çimkî çʼeʼvê Xudan li ser rʼasta ye û guhê Wî ser duayê wan e, lê Xudan miqabilî wan e, yêd ku xirabîyê dikin». Kʼî wê xirabîyê li we bike, heger hûn demana qencîkirinêda bin? Lê heger hûn bona rʼastîkirinê cefê jî bibînin, hûne xwezilî ne! Îdî ji meriva netirsin û xwe unda nekin. Lê belê Mesîh çawa Xudanê pîroz dilê xweda bilind bigirin. Her gav hazir bin, caba wan hʼemûya bidin, yêd ku bona wê gumana nava weda dipirsin. Lê wê yekê bi xof û milûktîyê bikin, xweyê îsafa rʼihʼet bin, wekî, gava hûn bêne rʼezîlkirinê, yêd ku pʼergalîya weye qence tʼevî Mesîh bêhurmet dikin, şermî bin. Hê qenc e, heger qirara Xwedê ye, em bona qencîyê cefê bikʼişînin, ne ku bona xirabîyê. Çimkî Mesîh carekê bona her tʼim bona guna cefa kʼişand, Yê heq bona neheqa, wekî me nêzîkî Xwedê ke. Ew alîyê bedenîda hate kuştinê, lê alîyê rʼuhʼanîda jîyînêrʼa hate vegerʼandinê. Bi rʼuhʼanî çû nava wan rʼuhʼêd kelêda dannasîn kir, yêd ku wextekê ne guhdar bûn, gava Xwedê bi dûmika dirêj sebir dikir, wî zemanê Nuhda, gava gemî dihate çêkirinê. Wêda hindik, awa gotî hʼeyşt nefs «nava avêda» xilaz bûn. Ew av sûretê nixumandinê bû, kʼîjan niha we xilaz dike. Ew nixumandin ne ku we ji qilêra bedenê dişo, lê ji îsafa rʼihʼet şeʼdetîk e li ber Xwedê. Ew yek bi rʼabûna Îsa Mesîhe ji mirîya we xilaz dike, Yê ku çûye eʼzmên, li milê Xwedêyî rʼastê ye û milyakʼet, hʼukumet û qudretêd rʼuhʼanî bin gurʼa Wîda ne. Awa Mesîh ku bona me bedenî cefa kʼişand, hûn jî bi wê nêt-fikirê sîlihʼkirî bin. Çimkî yê bi bedenî cefa kʼişand, wî dest ji guna kʼişandîye, wekî îdî hʼeta mirina xwe, ne ku li gora dilhavijîyêd xweye merivayî bijîn, lê li gora qirara Xwedê. Besî we ye, ku we wextê jîyîna xweye bihurîda li gora xwestina pʼûtpʼarista derbaz kirîye, hûn pey hʼeramîyê, temxwestinêd xirab, pey-vexwarinê, kûçʼiksantîyê, serxweşîyê û pʼûtpʼaristîya kʼirêt kʼetibûn. Ew pʼûtpʼarist eʼcêbmayî jî dimînin, wekî hûn tʼevî avîtîya wane bênamûsî nabin û navê xirab li pey we dixin. Lê ewê li ber Wî cabdar bin, Yê ku hazir e dîwana mirî û zêndîya bike. Bona vê yekê jî wan mirîyarʼa Mizgînî hate dayînê, yêd ku bi bedenî mîna meriva dîwana wan hate kirinê, wekî bi rʼuhʼanî bijîn mîna Xwedê. Axirîya her tiştî nêzîk bûye. Awa serwaxt û ser xwe bin, ku bikaribin dua bikin. Berî her tiştî, hʼizkirina we hindava hevda bi dil û can be, çimkî hʼizkirin gelek guna dinixême. Hindava hevda mêvanhʼiz bin, bîna xwe teng nekin. Ji we kʼê çi pʼêşkʼêş standîye, bi wê jî hevrʼa xizmetkʼarîyê bikin, çawa wekʼîlêd qence kʼerema Xwedê. Heger yek xeber dide, bira gotinêd Xwedê xeber de, heger yek xizmetkʼarîyê dike, bira bi wê qewatê bike, ku Xwedê dayê, wekî her tiştîda navê Xwedê bê bilindkirinê bi Îsa Mesîh, rʼûmet û qudret ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn. Delalno! Ji wê alava tengasîyê eʼcêbmayî nemînin, ku bona cêrʼibandinê tê serê we û nefikirin ku ev çi bela bû li we qewimî. Lê şa bin, ku hûn tʼevî cefêd Mesîh dibin, wekî wî wextê xuyabûna rʼûmeta Wî hûnê ji şabûnê geş bin. Heger hûn bona navê Mesîh bêne rʼezîlkirinê, hûne xwezilî ne, ku usa ye Rʼuhʼê xweyîrʼûmet, Rʼuhʼê Xwedê ser we danîye. Bira ji we tʼu kes cefê nekʼişîne, çawa mêrkuj, yan diz, yan zulmkʼar, yan jî tʼevî şixulê xelqê bûyî. Lê heger cefê bikʼişîne çawa mesîhî, bira şerm neke, lê şikirîyê bide Xwedê bona vî navî, ku ser wî ye. Îdî wext pêrʼa gihîştîye, wekî dîwan ji mala Xwedêda destpêbe û heger pêşda ji meda destpêdibe, lê axirîya wanê çawa be, yêd ku gurʼa wê Mizgînîya ji Xwedê nakin? Nivîsar e: «Heger yê rʼast wê bi zorekê xilaz be, îdî hʼalê nepʼak û gunekʼara wê çawa be?» Awa yêd ku li gora qirara Xwedê cefê dikʼişînin, bira xwe li qencîyê bigirin, rʼuhʼê xwe bispêrine Eʼfirandarê xweyî amin. Ez hîvî ji berpirsîyarêd nava weda dikim, ez xwexa jî çawa berpirsîyar û şeʼdê cefêd Mesîh û heval-pʼarê wê rʼûmetê me, ya ku wê xuya be. Şivantîyê wî kerîyê pezê Xwedêyî li ber xwe bikin, ne ku bê dil, lê bi dil û can usa xwey kin, çawa Xwedê dixwaze, ne ku bona kʼara xwe, lê bi rʼezedilî, ne ku li ser yêd ku pʼara we kʼetine hʼukum kin, lê nexşê qenc nîşanî kêrî kin. Û gava Serekşivan eʼyan be, hûnê wê tʼacê rʼûmetê bistînin, ku çʼirûsîya wê unda nabe. Usa jî cahilno, gurʼa mezinada bin. Û hûn hʼemû jî, li ber hev şkestî bin, xulamtîyê hevdurʼa bikin, çimkî nivîsar e: «Xwedê miqabilî kʼubar-babaxa ye, lê kʼeremê dide şkestîya». Bin destê Xwedêyî zor ta bin, ku Ew wextda we bilind ke û hʼemû xemêd xwe bavêjine ser Wî, çimkî Ew bona we xem dike. Serwaxt bin, hʼişyar bimînin! Mîrêcinê neyarê we mîna şêr mirʼe-mirʼa wî ye, digerʼe kʼa kʼê hʼûfî xwe ke. Bawerîyêda hʼîmgirtî miqabilî wî bisekinin, çimkî hûn zanin ku xûşk-birêd we jî tʼemamîya dinyayêda xût wan cefa dikʼişînin. Lê Xwedêyê tʼemamîya kʼeremê, Yê ku pê Mesîh hûn gazî rʼûmeta xweye hʼeta-hʼetayê kirine, pey hinek cefa dîtinêrʼa, wê Xwexa we kʼamil ke, bişidîne, qewat ke, xweyîbingeh ke. Qudret ji wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn. Min bi destê Sîlas, çawa birakî amin ez wî hʼesab dikim, kin werʼa nivîsî, dil didime we û şeʼdetîyê didim, ku ev e kʼerema Xwedêye rʼast. Vêda hûn qewîn bisekinin. Civîna Babîlonêda li we silav dike, ya ku tʼevî we hatîye bijartinê, usa jî lawê min Marqos. Bi rʼamûsana hʼizkirinêye dilê sax hevdu silav kin. De bira eʼdilayî li we hʼemûyêd pʼara Mesîh be. Amîn. Ji Şimhʼûn Petrûsê xulam û şandîyê Îsa Mesîh, wanrʼa, yêd ku bi heqîya Xwedê Xilazkirê me Îsa Mesîh ew bawerîya xweyîqîmet standin, çawa me stand: De bira kʼerem û eʼdilayî bi wê zanebûna Xwedê û Xudanê me Îsa li ser we zêde be. Qewata xwedêtîya Wî her tiştê ku li jîyîna xwedênasîyê dikʼeve pʼêşkʼêşî me kir, bi wê zanebûna meye hindava Wîda, Yê ku bi saya rʼûmet û qencîya Xwe gazî me kir. Bi vî awayî Ewî sozêd here mezine qîmet dane me, wekî em bi wan tʼevî binyatʼa xwedêtîyê bin û ji wê boş-betalîya ku ji dilhavijîyêd dinê pêşda tê birʼevin. Hema bona vê yekê her alîyava xîret kin, ser bawerîya xweda qencîyê zêde kin, ser qencîyêda zanebûnê, ser zanebûnê xwegirtinê, ser xwegirtinê sebirê, ser sebirê xwedênasîyê, ser xwedênasîyê hʼuba xûşk-bira û ser hʼuba xûşk-bira hʼizkirinê. Çimkî heger ev şuretana nava weda hene û zêde dibin, hûn bêkêr û bêber namînin nava wê zanebûna weye hindava Xudanê me Îsa Mesîhda. Lê li cem kʼê ev şuretana tʼunene, ew çʼeʼvada haqas meʼrim e, wekî qet nabîne û bîr kirîye ku ji gunêd xweye berê paqij bûye. Bona vê yekê xûşk-birano, hê bikin ku wê gazî û jibarebûna xwe tʼestîq kin. Hûn ku vê yekê bikin, tʼu car nakʼevin. Bi vî awayî dergehê li ber we bi merʼdanî vebe, ku bikʼevine Pʼadşatîya hʼeta-hʼetayêye Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh. Bona vê yekê ez her gav dixwazim ku van tişta bikime bîra we, çawa hûn zanin û ser wê rʼastîya ku gihîştîye we jî hʼîmgirtî ne. Ez vê yekê jî rʼast dibînim, wekî hʼeta vî qalibîda me bînime bîra we. Çimkî zanim ku ezê zûtirekê vî qalibî ji xwe bêxim, çawa ku Xudanê me Îsa Mesîh eʼlamî min kirîye. Awa ezê bikim, ku pey çûyîna minrʼa jî, hûn her gav bikaribin van tişta bînine bîra xwe. Em ne ku pey çʼilovîskîyêd hostatîye berxwederxistî kʼetibûn gava me derheqa qewat û hatina Xudanê me Îsa Mesîhda werʼa got, lê me bi çʼeʼvêd xwe mezinayîya dîndara Wî dît. Ewî ji Bav Xwedê rʼûmet û hurmet stand, gava ji wê Rʼûmeta Qeşeng deng hat û got: «Ew e Kurʼê Minî delal, ji kʼîjanî Ez rʼazî me». Me xwexa ev deng bihîst, gava ji eʼzmên hat, hingê em tʼevî Wî serê çʼîyayê buhurtî bûn. Awa gotinêd pʼêxembertîyê jî bona me hê mak dibin. Qenc e wekî hûn dîna xwe bidine wan, çimkî ew mîna çʼirakê ne, ku teʼrîyêda rʼonayê dide, hʼeta sibeh zelal be û steyrka berbirʼo dilê weda derê. Lê pêşîyê vê yekê zanibin ku tʼu kes xweserîxwe nikare pʼêxembertîyêd nivîsarê şiroveke. Çimkî tʼu pʼêxembertî bi xwestina dilê meriva nehatîye dayînê, lê meriva bi rʼêberîya Rʼuhʼê Pîroz ji Xwedêda xeber dane. Pʼêxemberêd derew jî nava cimeʼta Îsraêlêda derkʼetine, çawa li nava weda jî wê dersdarêd derew derên. Ewê hînkirinêd zewal vedizine nava we, wî Xweyîyê ku ew kʼirʼîn jî înkʼar kin û zûtirekê belayê bînine serê xwe. Gelek wê ber bayê bênamûsîya wan kʼevin, rʼûyê wanda wê rʼîya rʼastîyê bê bêhurmetkirinê. Wê ji dest timakʼarîyê bi zarê xweş we bixapînin bona kʼara xwe. Dîwana wanê derengî nebe, bela wan ber şêmîkê ye. Çimkî hʼeyfa Xwedê li wan milyakʼetêd ku gune kirin nehat, lê ew qeydkirî avîtine zindana teʼrîstanîyê, Rʼoja Dîwanêrʼa dane xweykirinê. Û hʼeyfa Wî dinya pêşin jî nehat, tʼenê hʼeyşt nefs, Nuhê ku heqî dannasîn dikir, mala wîva xilaz kir gava lêyî anî ser dinya nepʼaka. Dîwana bajarêd Sodom û Gomorayê jî kir, ew kirin ax-xwelî, wêran kir, bona nepʼakêd pey wanrʼa dersek hişt. Lûtê rʼast jî, ku ji bêpʼergalîya nepʼakaye bênamûsî aciz bibû, xilaz kir. Çimkî ewî rʼast, ku nava wanda dima, kirêd bêolîtîya wan didîtin û dibihîstin, her rʼoj rʼuhʼê wîyî rʼast xweda dişewitî. Xudan ku bi vî awayî kir, ew zane çawa xwedênasa jî ji cêrʼibandina xilaz ke û neheqa Rʼoja Dîwanêrʼa xwey ke, wekî cezayê xwe bistînin, îlahî wan, yêd ku pey hʼeramîya xwestina qalib kʼetine, dijenine serwêrtîyê. Ewe berzeq û xwerʼazî ne, xof jî nakin, yêd xweyîrʼûmete jorin bêhurmet dikin, lê milyakʼet çiqasî pê qewat û zorayîya xwe ji van zêdetir in, dîsa li ber Xudan bi bêhurmetkirinê şikîyatê wan nakin. Ev merivana mîna hʼeywanêd bêzare-bêziman in, bi qafê xweye vala têne rʼêberîkirinê, ku bona nêçʼîr û kuştinê dinê kʼetine, wan tişta bêhurmet dikin ku nizanin ew çi ne, evê jî mîna wan hʼeywana unda bin herʼin. Xirabîya wanê li wan vegerʼe. Kʼêfa dilê xwerʼa xirabîya ku rʼo-nava-rʼojê dikin xwerʼa şabûn hʼesab dikin. Evana lekʼe û hʼeram in, tʼevî we dixwin-vedixwin û hingê nava rʼîyêd xweye derewda kʼêf dikin. Çʼeʼvêd wan li zinêkʼarîyê ye, ji gunekirinê tʼêr nabin, bawermendêd neşidîyayî pey xwe dibin, dilê wan tʼenê hînî timakʼarîyê bûye. Nifirʼ ser wan e! Destê xwe ji rʼîya rʼast kirin, xalifîn, rʼîya Bilamê Beûrda çûn, yê ku maşê neheqîyê hʼiz kir. Lê li neheqîya wî hate hilatinê gava kʼera bêzare-bêziman bi zimanê merivayê xeber da û pêşîya bêaqilîya pʼêxember girt. Ev merivêd ha kanîyêd çʼikîyayî ne û eʼwrêd ji ber bê ajotî ne. Şeverʼeşa teʼrîstanîyê bona wan xweykirî ye. Yêd ha gotinêd pʼûçʼe ji xwe mestir dibêjin, bi temêd merivayêye xirab wan dixapînin, yêd ku çendek pêşda ji ewêd rʼîya xalifîda diçin, rʼevîbûn. Evana yêd aharʼa azayîyê soz didin, lê xwexa xulamêd pʼûçʼbûnê ne, çimkî meriv çi tiştîda ku dide der, dibe xulamê wê yekê. Heger ewêd ku pê zanebûna hindava Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh carekêrʼa destê xwe ji hʼeramîyêd dinê kirin, paşê dîsa bikʼevine nava wan hʼeramîya, bidine der, axirîya wanê ji ya pêşin xirabtir be. Wanrʼa hê qenc bû, ku qet ev rʼîya heqîyê nas nekirana, ne ku pey naskirinêrʼa ji wê tʼemîya pîroz dagerʼîyana, ya ku wanrʼa hate dayînê. Ev gotin rʼast tê serê wan: «Se vedigerʼe ser verʼeşandina xwe» û «Berazê şûştî dîsa xwe hʼerʼîyê vedide». Delalno, eva îdî neʼma duda ye ez werʼa dinivîsim. Ez bi van neʼma dikim ku fikira weye safî hʼişyar kim, bînime bîra we. Dixwazim wekî hûn gotinêd pʼêxemberêd pîroz, ku pêşda gotibûn û wê tʼemîya Xudan û Xilazkir, ku bi şandîya hatine gotinê bîr bînin. Berî her tiştî vê yekê zanibin ku rʼojêd axirîyêda merivê derên, qerfê xwe xwedênasa bikin, ewê bi xwestina dilê xwe bimeşin û wê bêjin: «Kʼa ew sozê hatina Wî? Bavêd me eʼmirê Xwedê cî anîn çûn, lê her tişt hê ji wextê eʼfirandina dinyayêda usa mane». Yêd aha ku difikirin, vê yekê davêjine pişt guhê xwe, ku hê pêşda bi xebera Xwedê eʼzman hebûn û eʼrd ji nava avê û bi avê pʼeyda bû. Û bi avê jî dinya berê nuq bû, unda bû. Lê eʼrd û eʼzmanêd niha jî xût bi wê xeberê têne xweykirinê, ku bi agir unda bin. Ew bona Rʼoja Axretê têne hiştinê, kʼîjanêda merivêd nepʼak wê unda bin herʼin. Lê bira ev yek weva teʼrî nemîne, delalno: Cem Xudan rʼojek mîna hʼezar salî ye û hʼezar sal jî mîna rʼojekê ye. Xudan sozê Xwe derengî nayêxe, çawa hinek difikirin. Ew bi dûmika dirêj li we sebir dike, naxwaze tʼu kes unda be, lê dixwaze wekî hʼemû ji gunekirinê vegerʼin. Lê Rʼoja hatina Xudan wê mîna dizekî bê. Hingê eʼzmanê bi qûjînîya mezin betavebin û tiştêd bin pʼerʼê wanda jî wê bişewitin wêran bin, dinya û her tiştêd wêda jî wê unda bin herʼin. Heger ev her tişt wê bi vî awayî wêran bin herʼin, hûn gerekê merivne çawa bin? Gerekê hûn jîyîna hʼelal û xwedênasîyêda bimeşin, hîvîya Rʼoja Xwedê bin û hatina Wî lez xin. Wê rʼojê eʼzmanê bişewitin, wêran bin, agirê jî tiştêd bin pʼerʼê wêda bihʼelîne. Lê em hîvîya eʼrdekî nû û eʼzmanêd nû ne, li gora sozê Wî, kʼîjanada heqîyê bimîne. Awa delalno, hûn ku hîvîya van yeka ne, bikin ku Ew we bêlekʼe û bêqusûr eʼdilayîyêda tʼevî Xwe bibîne. Sebira Xudanê me xilazbûn hʼesab kin, çawa Pawlosê birê meyî delal jî bi wê serwaxtîya ku ji Xwedêda jêrʼa hatîye dayînê, werʼa nivîsî. Hʼemû neʼmêd xweda jî ew bona van tişta xeber dide. Wanda çend tişt hene ku zeʼmet têne feʼmkirinê, ku yêd nezane bêbingeh şaş şirovedikin, usa jî nivîsarêd pîroze mayîn û xwexa dibine bayîsê serê xwe. Awa delalno, hê berêda hûn ku vê yekê zanin, haş ji xwe hebin, ku nebe hûn bi xalifandina merivêd bêolîtîyê ji rʼê derkʼevin û ji cîyê xweyî şidîyayî bikʼevin. Lê kʼerem û zanebûna Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîhda bigihîjin. Şikir ji Wîrʼa, niha û hʼeta hʼetayê! Amîn. Em ser wê yekê werʼa dibêjin, çi ku serê sêrîda hebû, me ew yek bihîst, bi çʼeʼvê xwe dît, li Wî nihêrʼî û dest dane Wî: Ew Xebera jîyînê ye. Jîyîn eʼyan bû, me ew dît, em şeʼdetîyê didin û bona wê jîyîna hʼeta-hʼetayê werʼa dibêjin, ya ku cem Bavê bû û meva eʼyan bû. Ew tiştê ku me dît û bihîst em werʼa jî dibêjin, wekî hûn jî meva tʼevgirêdayî bin û ev tʼevgirêdana me jî tʼevî Bav û Kurʼê Wî Îsa Mesîh e. Em van tişta werʼa dinivîsin, wekî şabûna me tʼemam be. Ev e ew gotina ku me ji Wî bihîst û eʼlamî we dikin, ku Xwedê rʼonayî ye û tʼu teʼrî Wîda tʼune. Heger em bêjin: «Em Xwedêva tʼevgirêdayî ne», lê teʼrîyêda bigerʼin, em derewa dikin û rʼastîyê nakin. Lê heger em rʼonayêda bigerʼin, çawa ku Ew rʼonayêda ye, emê hevva tʼevgirêdayî bin û xûna Îsayê Kurʼê Wî wê me ji hʼemû guna paqij ke. Heger em bêjin: «Gunê me tʼune», em xwexa xwe dixapînin û rʼastî nava meda tʼune. Lê heger em gunêd xwe bidine rʼûyê xwe, Ew xweyê sozê Xwe ye û heqîyê dike, wê gunêd me bibaxşîne û me ji hʼemû neheqîya paqij ke. Heger em bêjin: «Me gune nekirîye», em Wî derewîn derdixin û xebera Wî nava meda tʼune. Zarʼokêd min, ez vê yekê werʼa dinivîsim, wekî hûn guna nekin, lê heger yek gune bike, li cem Bavê piştgirê me, Îsa Mesîh, Yê Heq heye. Ew e mecala baxşandina gunêd me û ne ku tʼenê gunêd me, lê gunêd tʼemamîya dinyayê jî. Bi wê yekê em zanin ku em Wî nas dikin, heger em tʼemîyêd Wî xwey kin. Yê ku dibêje: «Ez Wî nas dikim», lê tʼemîyêd Wî naqedîne, ew derewîn e û rʼastî nava wîda tʼuneye. Lê yê ku gotina Wî diqedîne, hʼizkirina Xwedê rʼast nava wîda tʼemam e. Bi vê yekê em zanin ku em nava Wîda ne: Ewê ku dibêje: «Ez nava Wîda me», gerekê usa bijî, çawa Îsa jît. Delalno, ne ku tʼemîke nû ez werʼa dinivîsim, lê wê tʼemîya kevine ku hûn berê pêşda zanin. Tʼemîya kevin ew xeber e, ya ku we pêşda bihîstîye. Lê belê tʼemîke nû ez werʼa dinivîsim, ku rʼastîya wê yekê çawa nava Wîda xuya dibe, usa jî nava weda. Çimkî teʼrî derbaz dibe û rʼonaya rʼast îdî rʼonayê dide. Ewê ku dibêje: «Ez nava rʼonayêda me», lê birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew hela hê nava teʼrîyêda ye. Ewê ku birê xwe hʼiz dike, nava rʼonayêda dimîne û nabe sebeb, ku hinek ji rʼê bikʼevin. Lê ewê, ku birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew nava teʼrîyêda ye, nava teʼrîyêda digerʼe û nizane kʼuda diçe, çimkî teʼrîyê çʼeʼvêd wî kor kirine. Ez werʼa dinivîsim, zarʼokno, çimkî bi saya navê Wî gunêd we afû bûne. Ez werʼa dinivîsim, bavno, çimkî hûn Wî nas dikin, Yê ku berê pêşda heye. Ez werʼa dinivîsim, cahilno, çimkî hûn ser yê Xirab kʼetin. Ez werʼa dinivîsim xişîmno, çimkî hûn Bavê nas dikin. Ez werʼa dinivîsim, bavno, çimkî hûn Wî nas dikin, Yê ku berê pêşda hebû. Ez werʼa dinivîsim, cahilno, çimkî hûn qewat in û xebera Xwedê nava weda dimîne û ser yê Xirab kʼetine. Dinyayê hʼiz nekin, ne jî wan tiştêd ku dinyayêda ne. Heger yek dinyayê hʼiz dike, hʼizkirina Bavê nava wîda tʼune. Çimkî her tiştêd ku dinyayêda ne, dilhavijî, çʼeʼvhavijî û kʼubar-babaxîya vî eʼmirî ye, ew ne ji Bavê ne, lê ji vê dinyayê ne. Dinyayê jî derbaz be, havijîya wê jî, lê ewê ku eʼmirê Xwedê diqedîne wê hʼeta-hʼetayê bimîne. Zarʼno, va wextê axirîyê ye. Û çawa we bihîstîye ku ekʼsîmesîh wê bê, îdî gelek ekʼsîmesîh hatine. Ji wê yekê jî em zanin ku wextê axirîyê ye. Hinek ji nava me derkʼetin, lê ew ne ji me bûn. Heger ew ji me bûna, wê tʼevî me bimana. Lê ew ji nava me derkʼetin, ku eʼyan be, ew hʼemû ne ji me bûn. Lê we ji Mesîhê Pîroz Rʼuhʼ pʼêşkʼêş standîye û hûn hʼemû jî rʼastîyê zanin. Ez werʼa nanivîsim, çawa ku hûn rʼastîyê nizanin, lê çawa ku hûn wê yekê zanin, usa jî zanin ku her derew ne ji rʼastîyê ye. Kʼî ye derewîn? Hema ew e, yê ku dibêje: «Îsa ne Mesîh e». Ew e ekʼsîmesîh, yê ku Bav û Kurʼ înkʼar dike. Ewê ku Kurʼ înkʼar dike, heleqetîya wî tʼevî Bavê tʼune. Lê yê ku Kurʼ îqrar dike, heleqetîya wî tʼevî Bavê heye. Awa çi ku we pêşda bihîstîye, bira ew nava weda bimîne. Heger ew tiştê we pêşda bihîstîye nava weda bimîne, hûnê jî nava Kurʼ û Bavêda bimînin. Û ev e ew sozê ku Wî da me, ew jîyîna hʼeta-hʼetayê ye. Ez vî tiştî derheqa wanda werʼa dinivîsim, yêd ku dixwazin we bixapînin. Lê çi derheqa weda ye, ew Rʼuhʼê ku we ji Mesîh standîye, nava weda dimîne. Îdî ne hʼewce ye, ku yek we hîn ke, çimkî Rʼuhʼ bona her tiştî we hîn dike û çi ku hîn dike rʼast e, ne derew e. Çawa Ewî hûn hînkirin, nav Mesîhda usa bimînin. Belê zarʼokno, nava Wîda bimînin, wekî çaxê Ew eʼyan be, em ji hatina Wî venekʼişin, li ber Wî şermî nemînin. Heger hûn zanin ku Ew rʼast e, usa jî zanibin her kesê ku rʼastîyê dike, ew ji Wî bûye. Binihêrʼin, Bavê em çawa hʼiz kirin, wekî em zarʼêd Xwedê bêne gotinê û rʼast jî em ew in. Lema dinya me nas nake, çimkî ew jî nas nekir. Delalno, niha em zarʼêd Xwedê ne û hela hê ne eʼyan e emê bibine çi. Lê em vê yekê zanin ku çaxê Îsa eʼyan be, emê bibine mîna Wî, çimkî emê Wî usa bibînin, çawa heye. Her kesê ku bona vê yekê gumana xwe danîye ser Wî, ew xwe usa paqij dike, çawa ku Mesîh paqij e. Her kesê ku gune dike, ew Qanûna Xwedê ditʼerʼibîne û gune xût qanûntʼerʼibandin e. Û hûn zanin ku Mesîh bona wê yekê eʼyan bû, wekî guna hilde û nava Wîda gune tʼune. Her kesê ku nava Wîda dimîne, ew nava gunada namîne, lê her kesê ku nava gunada dimîne, ewî ne Ew dîtîye, ne jî nas kirîye. Zarʼokno, bira tʼu kes we nexapîne. Yê ku rʼastîyê dike, ew yekî rʼast e, çawa Îsa rʼast e. Yê nava gunada dimîne, ew ji mîrêcin e, çimkî mîrêcin ji berê pêşda gune dike. Bona vê yekê Kurʼê Xwedê eʼyan bû, wekî kirêd mîrêcin xirab ke. Her kesê ku ji Xwedê bûye, nava gunada namîne, çimkî binyatʼa Xwedê nava wîda dimîne û ew nikare nava gunada bimîne, çimkî ji Xwedê bûye. Zarʼêd Xwedê û zarʼêd mîrêcin bi vê yekê ji hev têne firqîkirinê: Ewê ku rʼastîyê nake, ew ne ji Xwedê ye û usa jî ewê ku birê xwe hʼiz nake. Ev e ew gotin, ya ku we berê pêşda bihîstîye: Gerekê em hevdu hʼiz bikin. Mîna Qayîn nîbin, ku ji yê Xirab bû û birê xwe kuşt. Û bona çi ew kuşt? Çimkî kirêd wî xirab bûn, lê yêd birê wî qenc. Eʼcêbmayî nemînin gelî xûşk-bira, heger hûn ber çʼeʼvê dinyayê rʼeş bin. Em zanin ku em ji mirinê derbazî jîyînê bûne, çimkî em xûşk-birayêd xwe hʼiz dikin. Ewê ku hʼiz nake, ew nava mirinêda dimîne. Her kesê ku birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew mêrkuj e û hûn zanin ku nava tʼu mêrkujîda jîyîna hʼeta-hʼetayê tʼune. Em bi vê yekê hʼizkirinê hʼesîyan: Îsa jîyîna Xwe bona me da. Em jî gerekê jîyîna xwe bona xûşk-birayêd xwe bidin. Lê heger hebûka yekî vê dinê hebe û birê xwe hʼewcê tiştekî dibîne, dilê wî ser naşewite, hʼizkirina Xwedê çawa dikare dilê wîda bimîne? Zarʼokno, ne ku em bi xeber yan zarê xwe hʼiz bikin, lê bi kira û rʼastîyê. Bi vê yekê emê zanibin ku em ji rʼastîyê ne û bikaribin bi dilekî rʼihʼet ber Xwedê bisekinin. Lê heger dilê me dîsa me neheq ke, Xwedê ji dilê me mestir e û her tiştî zane. Delalno, heger dilê me me neheq neke, em dikarin rʼûsipî ber Xwedê bisekinin. Û çi ku bixwazin, emê ji Wî bistînin, çimkî em tʼemîyêd Wî diqedînin û ew tiştêd ku li Wî xweş tên, em wan dikin. Û ev e tʼemîya Wî, ku em bawerîya xwe navê Kurʼê Wî Îsa Mesîh bînin û em hevdu hʼiz bikin, çawa ku Ewî tʼemî li me kir. Û ewê ku tʼemîyêd Wî xwey dike, nava Xwedêda dimîne û Xwedê jî nava wîda. Û em ji vê yekê zanin ku Ew nava meda dimîne, bi wî Rʼuhʼê ku Ewî daye me. Delalno, bawerîya xwe her rʼuhʼî neynin, lê wan rʼuhʼa bicêrʼibînin, gelo ew ji Xwedê ne? Çimkî gelek pʼêxemberêd derew derkʼetine dinê. Hûn bi vê yekê dikarin Rʼuhʼê Xwedê nas bikin: Her rʼuhʼê ku Îsa Mesîh bi xûn û goşt hatî îqrar dike, ew ji Xwedê ye. Lê her rʼuhʼê ku Îsa bi xûn û goşt hatî îqrar nake, ew ne ji Xwedê ye. Ev ji ekʼsîmesîh e, bona kʼîjanî we bihîstibû ku wê bê û îdî ew li dinyayêda ye. Hûn ji Xwedê ne, zarʼokno û hûn ser pʼêxemberêd derew kʼetine, çimkî Ew Rʼuhʼê nava weda ji wî rʼuhʼê ku nava dinyayêda ye mestir e. Ew ji dinyayê ne, lema ew ji dinyayê xeber didin û dinya guhdarîya wan dike. Em ji Xwedê ne. Yê ku Xwedê nas dike, ew guhdarîya me dike. Yê ku ne ji Xwedê ye, ew guhdarîya me nake. Bi vê yekê em Rʼuhʼê rʼastîyê û rʼuhʼê nerʼastîyê ji hev derdixin. Delalno, de em hevdu hʼiz bikin, çimkî hʼizkirin ji Xwedê ye û her kesê ku hʼiz dike ew ji Xwedê bûye û Xwedê nas dike. Yê ku hʼiz nake ew Xwedê nas nake, çimkî Xwedê hʼizkirin e. Bi vê yekê hʼizkirina Xwedê hindava meda xuya bû, gava ku Ewî Kurʼê Xweyî Tayê Tʼenê şande dinyayê, wekî em bi Wî bijîn. Hʼizkirin ev e, ne ku me Xwedê hʼiz kir, lê Ewî em hʼiz kirin û Kurʼê Xwe şand çawa mecala baxşandina gunêd me. Delalno, heger Xwedê aha em hʼiz kirin, wekî usa ye gerekê em jî hevdu hʼiz bikin. Tʼu kesî Xwedê tʼu cara ne dîtîye. Heger em hevdu hʼiz dikin, Xwedê nava meda dimîne û hʼizkirina Wî dilê meda gihîştîye. Bi vê yekê em zanin ku em nava Wîda dimînin û Ew jî nava meda, çimkî Ewî ji wî Rʼuhʼê Xwe daye me. Me dît û em şeʼdetîyê didin, ku Bavê Kurʼê Xwe şand, wekî bibe Xilazkirê dinyayê. Heger yek îqrar dike ku Îsa Kurʼê Xwedê ye, Xwedê nava wîda dimîne û ew jî nava Xwedêda. Awa em wê hʼizkirina Xwedêye hindava xweda nas dikin û bawer dikin. Xwedê hʼizkirin e û yê ku nava hʼizkirinêda dimîne, ew nava Xwedêda dimîne û Xwedê jî nava wîda. Hʼizkirin aha dilê meda gihîştîye, wekî Rʼoja Axretê em rʼûsipî bin, çimkî Mesîh vê dinyayêda çawa derbaz kir, usa jî em derbaz dikin. Hʼizkirinêda tirs tʼune, lê hʼizkirina gihîştî tirsê dûr dixe, çimkî tirs xweyîcefa ye û ewê ku ditirse, ew hʼizkirinêda hê negihîştîye. Em hʼiz dikin, çimkî Ewî pêşda em hʼizkirin. Heger yek bêje: «Ez Xwedê hʼiz dikim», lê birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew derewa dike. Heger ewê birê xwe ku dibîne hʼiz nake, ew nikare Xwedê hʼiz bike ku nabîne. Û Ewî ev tʼemî daye me: Ewê ku Xwedê hʼiz dike, ew gerekê birê xwe jî hʼiz bike. Her kesê ku bawer dike, Îsa, Mesîh e, ew ji Xwedê bûye û her kesê ku Bavê hʼiz dike, ew zarʼa Wî jî hʼiz dike. Bi vê yekê em zanin ku em zarʼêd Xwedê hʼiz dikin, gava em Xwedê hʼiz dikin û tʼemîyêd Wî diqedînin. Çimkî bi vê yekê em hʼizkirina xwe hindava Xwedêda didine kʼifşê, gava em tʼemîyêd Wî xwey dikin. Û tʼemîyêd Wî ne giran in, çimkî her kesê ku ji Xwedê bûye, dinyayê bindest dike. Û bi vî awayî em dinyayê bindest dikin, awa gotî bi bawerîya xwe. Û ew kʼî ye, yê dinyayê bindest dike, pêştirî ewê ku bawer dike, ku Îsa Kurʼê Xwedê ye. Eva ye, yê ku bi xûn û avê hat, Îsa Mesîh, ne ku tʼenê bi avê, lê bi xûn û avê. Û Rʼuhʼ e, yê ku şeʼdetîyê dide, çimkî Rʼuhʼ rʼastî ye. Çimkî ev hersêk in, ku şeʼdetîyê didin: Rʼuhʼ, av û xûn. Û şeʼdetîya van hersêka yek e. Heger em şeʼdetîya meriva qebûl dikin, şeʼdetîya Xwedê hê zêde ye, çimkî eva şeʼdetîya Xwedê ye, ku bona Kurʼê Xwe şeʼdetî da. Yê ku bawerîya xwe Kurʼê Xwedê tîne, nava wîda ev şeʼdetî heye. Yê ku bawerîya xwe Xwedê nayne, ew Xwedê derew derdixe, çimkî bawerîya xwe wê şeʼdetîyê nayne, ya ku Xwedê bona Kurʼê Xwe şeʼdetî da. Û ev e şeʼdetî, ku Xwedê jîyîna hʼeta-hʼetayê da me û ev jîyîn nava Kurʼê Wîda ye. Kurʼ dilê kʼêda ye, jîyîna wî heye, lê Kurʼê Xwedê dilê kʼêda tʼune, jîyîna wî tʼune. Ez van tişta werʼa dinivîsim, yêd ku bawerîya xwe navê Kurʼê Xwedê tînin, wekî hûn bizanibin jîyîna weye hʼeta-hʼetayê heye. Em li ber Xwedê rʼûsipî ne, çimkî em zanin, heger em tiştekî li gora xwestina Wî jê bixwazin, Ew dengê me dibihê. Û heger em zanin ku ew her tiştêd ku em jê dixwazin dibihê, usa jî em zanin çi ku em jê dixwazin, emê bistînin. Heger yek bibîne ku birê wî gunek kirîye, lê nabe berbi mirinê, bira bona wî dua bike û Xwedê wê jîyînê bide wî. Ez vê yekê hindava wanda dibêjim, kʼîjanêd ku gunê berbi mirinê nakin. Gune heye ku dibe berbi mirinê. Ez nabêjim, ku bona vê yekê dua bikin. Hʼemû neheqî gune ye, lê gune heye ku nabe berbi mirinê. Em zanin her zarʼeke Xwedê nav gunada namîne, lê Nixurîyê Xwedê wî xwey dike û yê Xirab nêzîkî wî nabe. Em zanin ku em ji Xwedê ne û tʼemamîya dinyayê bin hʼukumê yê Xirabda ye. Lê em usa jî zanin ku Kurʼê Xwedê hat û feʼm da me, wekî em Yê Rʼast nas bikin. Belê em nava Yê Rʼastda ne, çimkî em nava Kurʼê Wî Îsa Mesîhda ne. Ev e Xwedêyê rʼast û jîyîna hʼeta-hʼetayê. Zarʼokno, xwe ji pʼûtpʼaristîyê xwey kin. Ji berpirsîyarê civînê, Xanima bijartî û zarʼêd wêrʼa, kʼîjana ku ez bi rʼastîyê hʼiz dikim, ne ku tʼenê ez, lê ew hʼemû jî, yêd ku rʼastîyê nas dikin, çimkî ew rʼastî nava meda dimîne û hʼeta-hʼetayê wê tʼevî me be. De bira rʼeʼm, kʼerem û eʼdilayî ji Bav Xwedê û Îsa Mesîhê Kurʼê Bavê, bi rʼastîyê û hʼizkirin merʼa be. Ez pʼirʼ şa bûm, ku min ji zarʼêd te hinek dîtin, yêd ku nava rʼastîyêda dijîn, li gora wê tʼemîya ku me ji Bavê standîye. Niha ez hîvî ji te dikim, Xanimê, ez tʼemîke nû terʼa nanivîsim, lê ya ku berê pêşda li me hebû, ku em hʼemû hevdu hʼiz bikin. Hʼizkirin ev e, ku em li gora tʼemîyêd Wî bijîn. Tʼemî ew e, ya ku we hê berê pêşda bihîstîye, wekî hûn hʼizkirinêda bijîn. Gelekêd ku xelqê ji rʼê derdixin hatine dinê, ew Îsa Mesîh bi xûn û goşt hatî îqrar nakin. Yêd aha xelqê ji rʼê derdixin û ekʼsîmesîh in. Hûn haş ji xwe hebin, wekî hûn kʼeda xwe unda nekin, lê heqê xwe tʼemam bistînin. Her kesê ku xwe pêşda davêje û nava hînkirina Mesîhda namîne, Xwedêyê wî tʼune. Yê ku nava hînkirina Mesîhda dimîne, bona wî Bav jî heye, Kurʼ jî heye. Heger yek bê cem we û vê hînkirinê neyne, hûn wî qebûl nekine malêd xwe û silavê nedine wî. Çimkî kʼî silavê bide wî, ew tʼevî kirêd wîye xirab dibe. Gelek tiştêd mine nivîsarê werʼa hene, lê min nexwest ser kʼaxazê bi hʼubirê binivîsim, çimkî gumana min heye ezê xwexa bême cem we û rʼû bi rʼû tʼevî we xeber dim, wekî eşqa me tʼemam be. Zarʼêd xûşka teye bijartî li te silav dikin. Ji berpirsîyarê civînê, Gayosê delalrʼa, kʼîjanî ku ez bi rʼastîyê hʼiz dikim. Delalo, ez dua dikim, ku hʼemû alîyava çerxa te usa rʼast be û sihʼet-qewat bî, çawa minva eʼyan e ku rʼuhʼê te silametîyêda ye. Ez gelekî şa bûm, çaxê çend bira hatin û şeʼdetî dan, ku tu nava rʼastîyêda amin î, çawa te pêşda rʼastîyêda dijît jî. Şabûna mine ji vê mestir tʼune, çaxê dibihêm ku zarʼêd min nava rʼastîyêda dijîn. Delalo, tu şixulê xweda amin î, çi ku bona bira dikî, hʼeta ku yêd nenasrʼa jî. Wana şeʼdetîya hʼizkirina te ber civîna vir da. Tê tiştekî qenc bikî, heger tu wan usa verʼêkî çawa ku li Xwedê xweş tê. Çimkî ewana bona navê Mesîh kʼetine rʼê û tʼu tişt ji nebawera nestandine. Awa em gerekê yêd usa qebûl kin, ku em tʼevî şixulê rʼastîyê bin. Min civînêrʼa nivîsî, lê Dîyotrefîs ku hʼiz dike ser hʼemûyarʼa be, guh nade me. Bona vê yekê gava ez bêm, ezê kirêd wî gilî kim, ku çawa davêje me, xeyba me dike. Bi vê yekê jî rʼazî nabe, ne ku tʼenê bira qebûl nake, lê yêd ku dixwazin bira qebûl kin, ber wan rʼadibe û wan ji civînê jî derdixe! Delalo, çʼeʼv nede xirabîyê, lê qencîyê. Ewê ku qencîyê dike, ji Xwedê ye, lê ewê ku xirabîyê dike, ewî Xwedê nedîtîye. Bona Dîmîtrîyo hʼemû jî şeʼdetîya qenc didin, hʼeta ku rʼastî jî. Em jî şeʼdetîyê didin û tu zanî ku şeʼdetîya me rʼast e. Gelek tiştêd mine nivîsarê terʼa hebûn, lê min nexwest ser kʼaxazê bi hʼubirê binivîsim. Çimkî ez bi wê gumanê me, ku ezê zûtirekê te bibînim û emê rʼû bi rʼû xeber din. Eʼdilayî li te be. Heval-hogir silava li te dikin. Silava yek-yek hʼemû heval-hogira bike. Ji Cihûdayê xulamê Îsa Mesîh, birayê Aqûb, werʼa, yêd ku gazîkirî ne, ji Bav Xwedêda hʼizkirî û xweykirîyêd Îsa Mesîh in: De bira rʼeʼm, eʼdilayî û hʼizkirin hê li we zêde be. Delalno! Gava min dil kir, ku ez bona vê xilazbûna meye tʼomerî werʼa binivîsim, hingê min rʼê têrʼa dît bona vê yekê werʼa binivîsim û dil bidime we, wekî hûn bona wê bawerîya ku carekê bona her tʼim cimeʼta Xwedêrʼa hatîye dayînê, şerʼê xwe bikin. Çimkî çend meriv dizîva kʼetine nava we, ku derheqa dîwana wanda hê pêşda nivîsar bû. Ewêd nepʼak bin navê kʼerema Xwedêyê me xwe dane bênamûsîyê û Xudanê me Îsa Mesîh Xweyîkî bêşirîkî-bêheval înkʼar kirine. Lê ez dixwazim bînime bîra we, çawa hûn van hʼemû tişta zanin jî, ku Xudan cimeʼta Xwe ji welatê Misirê xilaz kir, paşê qirʼa yêd ku bawer nekirin anî. Û ew milyakʼetêd ku hʼukumê xwe xwey nekirin, lê cîyê xwe şihʼitandin, Xwedê wan bi qeydêd hʼeta-hʼetayêye teʼrîstanîyêda xwey dike, bona wê Rʼoja hʼesabe Dîwanê. Vê jî bîr nekin çawa Sodom, Gomora û bajarêd dor-berêd wan, mîna wan ji gurʼa Xwedê derkʼetin qavî kirin, çʼeʼv avîtine bedena başqe û dîwana agirîye hʼeta-hʼetayê ser xweda anîn. Evana îdî bona me tʼerz û ders in. Usa jî ew meriv pey xewna dikʼevin, qalibê xwe dihʼerʼimînin, dijenine serwêrtîya û heyînêd xweyîrʼûmete jorin bêhurmet dikin. Lê Mixayîlê serekê milyakʼeta ev yek nekir. Gava bona cinyazê Mûsa rʼabû mîrêcinrʼa kʼete hʼucetê, turuş nekir ku bi gotinêd bêhurmetkirinê dîwana wî bikira, lê got: «Bira Xudan li te hilê!» Lê ev merivana serederîyê wan tişta nakin, kʼîjana ku bêhurmet dikin, lê çi jî mîna hʼeywanêd bêzare-bêziman bi binyatʼî feʼm dikin, bi wan jî unda dibin. Wey li wan, ku rʼîya Qayînda çûn, mîna Bilam xalifîn, pey kʼara xwe kʼetine û mîna rʼaberîbûna Qorax wê bela xwe bibînin. Evana mesrefêd hʼizkirina weda lekʼe ne, tʼevî we bê xof dixwin-vedixwin, tʼenê zikê xwe diçʼêrînin. Yêd ha, eʼwrêd bêave ji ber bê çûyî ne, darêd payîzêye bêber in, rʼawava rʼakirî, du car hʼişk bûyî, pêlêd beʼrêye rʼabûyî ne, ku çawa eʼyba kirêd wê mîna kʼefê ser dikʼeve. Ew steyrkêd xalifî ne, bona kʼîjana dûxana teʼrîstanîyê hʼeta-hʼetayê xweykirî ye. Henox jî ku pey Ademrʼa bavê hʼefta bû, bona van meriva pʼêxembertî kir û got: «Va ye Xudan tʼevî pîrozêd Xweye bêhʼesab tê, wekî dîwana hʼemûya bike û hʼemû nepʼaka neheq ke, bona hʼemû kirêd wane nepʼak û bona wan hʼemû gotinêd xirab, ku nepʼakêd gunekʼar hindava Wîda xeber dan». Evana merivne bîntenge fiş-fişko ne, pey xwestinêd dilê xwe diçin, ji xwe mestir xeber didin û bona kʼara xwe hʼilekʼarîya dikin. Lê hûn delalno, wan gotinêd ku şandîyêd Xudanê me Îsa Mesîh pêşda gotine bîr bînin, ku werʼa digotin: «Rʼojêd axirîyêda merivêd qerfkir wê derên, pey xwestinêd dilê xweye nepʼak herʼin». Ev ew meriv in, yêd ku dutîretîyê dikin, yêd ku bi merivayî têne rʼêberîkirinê, ne ku bi Rʼuhʼê Pîroz. Lê hûn delalno, xwe bidine ser avakirina bawerîya xweye pîroz, bi Rʼuhʼê Pîroz dua bikin, xwe nava wê hʼizkirina Xwedêye hindava xweda xwey kin, hîvîya rʼeʼma Xudanê me Îsa Mesîh bin, ku jîyîna hʼeta-hʼetayê bide we. Û hindava dudilîyada rʼeʼm bin. Hineka jî ji agir birʼevînin xilaz kin, dilê we ser yêd mayîn jî bi tirs bişewite, lê jîyîna wane gunekʼare mîna kʼinca lewitʼî ber çʼeʼvê we rʼeş be. Wîrʼa, Yê ku dikare we ji kʼetinê xwey ke û li ber rʼûmeta Xwe bêqusûr eşq bide sekinandinê, Xwedêyê bêşirîkî-bêheval, Xilazkirê merʼa, bi destê Îsa Mesîhê Xudanê me, şikir û mezinayî, qudret û hʼukumet be, berî her-heyê û niha jî û hʼeta-hʼetayê! Amîn. Eva eʼyantîya Îsa Mesîh e, kʼîjan Xwedê da Wî, wekî ew wan tiştêd ku gerekê zûtirekê biqewimin, nîşanî xulamêd Wî ke. Îsa pê destê milyakʼetê Xwe şand û eʼlamî xulamê Xwe Yûhʼenna kir. Yûhʼenna jî şeʼdetîya her tiştêd ku wî dîtibûn da, awa gotî şeʼdetîya gotina Xwedê, usa jî şeʼdetîya eʼlametîya Îsa Mesîhe rʼast. Xwezî li wî, ku vê yekê bixûne û xwezî li wan, yêd ku van xeberêd pʼêxembertîyê bibihên û tiştêd ku vêda hatine nivîsarê dilê xweda xwey kin, çimkî wext nêzîk e. Ji Yûhʼenna, her hʼeft civînarʼa, yêd ku qeza Asyayêda ne: Kʼerem û eʼdilayîya Wî li we be, Yê ku heye, Yê ku hebû, Yê ku wê bê û ji her hʼeft rʼuhʼêd ku li ber tʼextê Wî ne, Va ye eʼwrava Ew tê. Her çʼeʼvê Wî bibîne, hʼeta ewêd ku nekʼsa Wî qul kirin jî. Hʼemû miletêd dinyayê wê li ser Wî şîn û kʼeder bin. Belê. Amîn! «Ez Alfa û Omêga me», Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê dibêje, Yê ku heye, Yê ku hebû û Yê ku wê bê. Ez, Yûhʼennayê birê we me, yektîya Îsada heval-pʼarê wê tengasîyê, pʼadşatîya Wî û sebira we me. Ez bona xebera Xwedê û şeʼdetîya bona Îsa wê giravêda bûm, ku jêrʼa Patmos dibêjin. Rʼoja Xudanda Rʼuhʼê Pîroz hate ser min û min li pişt xwe dengekî bilindî mîna dengê borʼîyê bihîst, ku got: «Çi tiştê ku tu dibînî, kʼitêbêda binivîse û her hʼeft civînarʼa bişîne, yêd ku bajarêd Efesê, Simîrnayê, Pergamayê, Tîyatîrayê, Sardeysê, Filadelfyayê û Lawdikyayêda ne». Ez ser wî dengîda vegerʼîyam ku bibînim, kʼa kʼî ye minrʼa xeber dide û çaxê ku ez vegerʼîyam, min hʼeft şemdanêd zêrʼîn dîtin. Nava wan şemdanada «yekî mîna Kurʼê Mêriv» hebû, kʼinceke dirêje hʼeta niga lê bû û melaxtekî zêrʼîn li sîngê Wî bû. Pʼorʼê serê Wî mîna hirîya qerqaş û mîna berfê sipî bû, çʼeʼvêd Wî jî mîna alava êgir. Nigêd Wî mîna sifirê xasî ji kʼûra agir derxistî, ku dibiriqe û dengê Wî mîna dengê xule-xula gelek ava bû. Destê Wîyî rʼastêda hʼeft steyrk hebûn û ji devê Wî şûrekî dudevîyî tûj derdikʼet. Rʼûyê Wî mîna rʼoyê bû ku tʼemamîya qewata xweva şewq dide. Çaxê ku min Ew dît, mîna yekî mirî kʼetime ber nigêd Wî. Ewî destê Xweyî rʼastê danî ser min û gote min: «Netirse, Ez im Yê Pêşin û Paşin. Ez Yê sax im. Ez Yê mirî bûm, lê va ye ez sax im hʼeta-hʼetayê. Û Ez im xweyê kʼilîtêd Mirinê û Dîyarê Mirîya. Awa binivîse çi ku tu dibînî, çi ku niha hene û çi wê paşê bibin. Surʼa van steyrka, yêd ku te destê Minî rʼastêda dîtin, usa jî her hʼeft şemdanêd zêrʼîn ev e: Ew her hʼeft steyrk, milyakʼetêd her hʼeft civîna ne û ew her hʼeft şemdan, her hʼeft civîn in. Milyakʼetê civîna Efesêrʼa binivîse bêjê: Ewî ku hʼeft steyrk destê Wîyî rʼastêda û nava hʼeft şemdanêd zêrʼînda digerʼe, aha dibêje: Ez haş ji kirêd te, xebata te û sebira te heme. Ez zanim ku tu nikarî li xiraba tʼeʼmûl kî. Te ew jî cêrʼibandin, yêd ku xwe şandî hʼesab dikin, lê rʼast ne usa ne, te dît ku ew derewîn in. Sebira te heye, bona navê Min te cefa kʼişand û newestîyayî. Lê gazineke Min li te heye, ku tu mîna berê Min hʼiz nakî. Awa niha bîne bîra xwe, ku tu ji kʼu derê kʼetîyî û ji gunekirinê vegerʼe, kirêd xweye pêşîyê bike. Heger na, Ezê bême cem te û şemdana te ji cîyê wê hildim. Lê tiştekî rʼind li cem te heye, ku dijenî wan kirêd nîkoloyîya, çawa ku Ez jî dijenimê. Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve, Ezê îzinê bidime wî, wekî ji wê dara jîyînê bixwe, ya ku buhişta Xwedêda ye. Milyakʼetê civîna Simîrnayêrʼa binivîse bêjê: Ewî Pêşin û Paşin, Yê ku mir û ji nava mirîya rʼabû aha dibêje: Ez haş ji tengasî û belengazîya te heme, lê belê tu dewletî yî! Usa jî haş ji buxdanêd wan heme, yêd ku xwerʼa dibêjin: ‹Eme cihû ne›. Ew ne cihû ne, lê ew ji kʼinîşta mîrêcin in. Ji wan tengasîya netirse, kʼîjanê bêne serê te. Va mîrêcin wê ji we hineka bavêje kelê, wekî hûn bêne cêrʼibandinê û hûnê dehe rʼoja cefê bikʼişînin. Hʼeta mirinê amin bimîne, Ezê tʼacê jîyînê bidime te. Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve ji mirina duda wê qet zirarê nebîne. Milyakʼetê civîna Pergamayêrʼa binivîse bêjê: Ewê ku şûrê Wîyî dudevîyî tûj heye aha dibêje: Ez haş ji te heme ku tu li kʼu derê dimînî, awa gotî li wî cîyê ku tʼextê mîrêcin lê ye. Tu navê Min qewîn digirî û te bawerîya xweye hindava Minda wan rʼoja jî înkʼar nekir, gava şeʼdê Minî amin Antîpas nava weda hate kuştinê, wî cîyê ku mîrêcin lê dimîne. Lê gazineke Min li te heye, ku li wê derê hinek merivêd te hene, ku pey hînkirina wî Bilamî diçin, yê ku Balaq hîn kir, ku zarʼêd Îsraêl ji rʼê derxe, wekî ew qurbanêd pʼûta bixwin û bênamûsîyê bikin. Usa jî hinek merivêd te jî hene ku pey hînkirina nîkoloyîya diçin. Awa ji gunekirinê vegerʼe, heger na, Ezê zûtirê bême cem te û pê şûrê devê Xwe tʼevî wan meriva şerʼ kim. Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve Ezê ji wî manayê veşartî bidime wî û usa jî kevirekî sipî bidimê, ku wê navekî nû li ser kêvir nivîsar be û tʼu kesê wî navî nizanibe, pêştirî yê ku wî kevirî bistîne. Milyakʼetê civîna Tîyatîrayêrʼa binivîse bêjê: Kurʼê Xwedê aha dibêje, Yê ku çʼeʼvêd Wî mîna alava êgir in û nigêd Wî mîna wî sifirê xasî ku dibiriqe: Ez haş ji kirêd te, hʼizkirina te, bawerîya te, xizmetkʼarî û sebira te heme. Ez zanim ku kirêd teye paşwextîyê ji yêd pêşîyê zêdetir in. Lê gazineke Min li te heye, ku tu wê jinê, Îzabêlê sebir dikî, ku xwe pʼêxember hʼesab dike. Ewa pê hînkirina xwe xulamêd Min ji rʼê derdixe, wekî bênamûsîyê bikin û qurbanêd pʼûta bixwin. Min wext da wê, wekî ew ji gunekirinê vegerʼe, lê ew naxwaze destê xwe ji bênamûsîya xwe bike. Va Ezê wê bavêjime nava cî-nivînê û yêd ku tʼevî wê bênamûsîyê jî dikin, bikime hʼalekî giran, heger ji kirêd xwe venegerʼin. Ezê zarʼêd wê xim, bikujim û hʼemû civînê bizanibin ku Ez im, Yê dil û nêta eʼnene dike. Ezê li anegorî kirinêd we her yekî bidime we. Lê belê Ez we, yêd mayînrʼa dibêjim ku Tîyatîrayêda ne, lê pey vê hînkirinê nekʼetine, ew ‹Surʼêd mîrêcine kʼûr› nizanin çawa ku ew dibêjin. Ez barekî din nadime ser milê we, lê tʼenê çî we heye qewîn bigirin, hʼeta ku Ez bêm. Û Ezê steyrka sibêye zû bidime wî. Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Milyakʼetê civîna Sardeysêrʼa binivîse bêjê: Ewî ku hʼeft rʼuhʼêd Xwedê û hʼeft steyrkêd Wî hene, aha dibêje: Ez haş ji kirêd te heme, navê te heye yanê tu sax î, lê rʼast tu mirî yî. Hʼişyar be û ewêd ku mane lê li ber mirinê ne, bike bira ser xweda bên, çimkî Min kirêd te li ber Xwedêyê Xwe gihîştî nedîtin. De bîne bîra xwe ku te çi standîye û bihîstîye, gurʼa wan tişta bike û tʼobe ke. Lê heger tu hʼişyar nebî, Ezê mîna dizekî ser teda bigirim û tê qet nizanibî ku Ezê kʼîjan sihʼetêda ser teda bigirim. Lê Sardeysêda çend kesêd te hene ku wan kʼincêd xwe nelewitʼandine. Ewê bi kʼincêd çîle-qerqaş tʼevî Min bigerʼin, çimkî ewe hêja ne. Ewê ku serkʼeve, ewê aha kʼincêd çîle-qerqaş li xwe wergire. Ezê navê wî ji kʼitêba jîyînê tʼu car rʼesît nekim û navê wî li ber Bavê Xwe û li ber milyakʼetêd Wî aşkere kim. Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Milyakʼetê civîna Filadelfyayêrʼa binivîse bêjê: Ewî pîroz, Ewî rʼast, aha dibêje, Yê ku xweyê kʼilîta Dawid e, ku vedike û tʼu kes nikare dade û dadide tʼu kes nikare veke: Ez haş ji kirêd te heme. Va Min derîkî vekirî danîye ber te, ku tʼu kes nikare dade. Ez zanim ku qewata te hinekî heye û te gotina Min xwey kir û navê Min înkʼar nekir. Binihêrʼe, hineke ji kʼinîşta mîrêcin hene, yêd ku dibêjin: ‹Eme cihû ne›, lê rʼast ne cihû ne, ew derewa dikin. Va Ezê pʼêyî ser wan kim, ku ew bên û li ber nigêd te ta bin û bizanibin Ez te hʼiz dikim. Te ku tʼemîya Min xwey kir û sebir kir, Ezê jî te ji wî wextê cêrʼibandinê xwey kim, ya ku wê bê ser tʼemamîya dinyayê, ku binelîyêd li rʼûbarî dinê bicêrʼibîne. Ezê zûtirekê bêm, çî te heye qewîn bigire, wekî tʼu kes tʼacê te nestîne. Ewê ku serkʼeve Ezê wî pʼaristgeha Xwedêyê Xweda bikime stûn û ewê îdî dernekʼeve derva. Ezê li ser wî navê Xwedêyê Xwe, usa jî navê bajarê Xwedêyê Xwe, awa gotî navê Orşelîma nû binivîsim, ya ku ji Xwedêyê Min ji eʼzmên wê bê xwarê û Ezê navê Xweyî nû jî binivîsim. Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Milyakʼetê civîna Lawdikyayêrʼa binivîse bêjê: ‹Yê Amîn› aha dibêje, Ew şeʼdê rʼast û amin, çʼeʼvkanîya eʼfirîn û xuliqîyêd Xwedê: Ez haş ji kirêd te heme, tu ne sar î û ne jî germ î. Xwezî tu yan sar bûyayî yan jî germ. Lê çimkî tu golî yî, ne sar î û ne jî germ, Ezê te ji devê xwe birʼêjim. Tu dibêjî: ‹Ez dewletî me, wê yekêda gelek pêşda çûme, qet hʼewcê tʼu tiştî nîme›. Lê tu nizanî ku tu meʼrim, rʼeben, belengaz, kor û teʼzî yî. Ez vê tʼemîyê didime te: Zêrʼê ku bi êgir hatîye safîkirinê ji Min bikʼirʼe, wekî tu dewletî bî û kʼincêd çîle-qerqaş ji Min bikʼirʼe, ku li xwe kî, wekî şerma teʼzîbûna te bê nixamtinê, usa jî dermanê çʼeʼva, ku li çʼeʼvêd xwe dî, wekî bibînî. Ez kʼîjana hʼiz dikim li wan hiltêm û wan şîret dikim. Bona vê yekê xîret ke û ji gunekirinê vegerʼe! Va Ez li ber derî sekinî me û li dêrî dixim. Heger yek dengê Min bibihê û dêrî li Min veke, Ezê herʼime hindurʼ, tʼevî wî nan bixwim û ewê jî tʼevî Min. Ewê ku serkʼeve, Ezê destûrê bidimê ku tʼevî Min ser tʼextê Min rʼûnê, çawa ku Ez serkʼetim û tʼevî Bavê Xwe ser tʼextê Wî rʼûniştim. Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna». Pey van tiştarʼa min dîna xwe dayê, va eʼzmênda derîk vekirî ye. Û ew dengê ku min berê mîna dengê borʼîyê bihîstibû minrʼa got: «Rʼabe were vê jorê, Ezê wan tiştêd ku gerekê ji vir şûnda biqewimin, nîşanî te kim». Hema hingê Rʼuhʼê Pîroz hate ser min, min dîna xwe dayê, wê tʼextek li eʼzmên hebû û yek li ser tʼext rʼûniştî bû. Û şewqa dîndara Yê rʼûniştî mîna ya kevirê yaspîs û sardîyon bû. Û kʼeskesorê jî dora tʼext girtibû, mîna îşiqa zimrûdê. Li dora wî tʼextî bîst çar kʼursî hebûn û li ser wan kʼursîya bîst çar rʼûspî rʼûniştibûn. Kʼincêd çîle-qerqaş li wan bûn û tʼacêd zêrʼîn jî li serê wan bûn. Ji tʼext birûsk û dengêd gurʼînîya eʼwr-eʼzmana derdikʼetin. Li ber tʼext hʼeft agirêd alavpêkʼetî hebûn, ku ew her hʼeft rʼuhʼêd Xwedê ne. Li ber tʼext tiştekî mîna beʼreke şûşe hebû, ku mîna xirûstalê zelal bû. Li dora tʼext, her alîkî çar rʼuhʼber hebûn, ku pêşîyê û paşîyêva çʼeʼvava tʼijî bûn. Rʼuhʼberê pêşin mîna şêr bû, rʼuhʼberê duda mîna canega bû, rʼuhʼberê sisîya rʼûyê wî mîna rʼûyê meriva bû û rʼuhʼberê çara jî mîna teyrê sîmirʼî ku difirʼe. Her çar rʼuhʼber jî şeş baskî bûn, ser û binva çʼeʼvava xit-xitî bûn. Û şev û rʼoj dengê xwe nedibirʼîn digotin: «Pîroz, pîroz, pîroz, Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê, Yê ku hebû, Yê ku heye û Yê ku wê bê». Gava wan her çar rʼuhʼbera, rʼûmet, hurmet û şikirî didane Yê ku li ser tʼext rʼûniştîye û hʼeta-hʼetayê Sax e, ew her bîst çar rʼûspî ber Yê ku li ser tʼext rʼûniştî deverʼûya diçûn, serê xwe ber Wî dadanîn, Yê ku hʼeta-hʼetayê Sax e û tʼacêd xwe davîtine ber tʼext û digotin: «Ya Xudan Xwedêyê me, Tu hêja yî ku rʼûmet, hurmetê û qewatê bistînî. Çimkî Te her tişt eʼfirandin û bi xwestina Te ew eʼfirîn û hene». Hingê min destê Wîyî rʼastêda, Yê ku li ser tʼext rʼûniştibû, kʼitêbeke gulomatkkirî dît ku her du alîyava hatibû nivîsarê û bi hʼeft mora hatibû morkirinê. Min dîna xwe dayê, wê milyakʼetekî qewat bi dengekî bilind digot: «Kʼî hêja ye ku morêd vê kʼitêbê jê rʼake û kʼitêbê veke?» Lê tʼu kes tʼunebû, ne li eʼzmên, ne li ser eʼrdê û ne jî ji binê eʼrdê, ku bikaribûya eva kʼitêba vekira lê binihêrʼîya. Ez jî kʼele-kʼel digirîyam, ku yekî hêja nehate dîtinê, wekî ew kʼitêba vekira lê binihêrʼîya. Hingê ji rʼûspîya yekî minrʼa got: «Negirî! Va Şêrê ji qebîla Cihûda, tamara Dawid serkʼet û dikare her hʼeft morêd wê kʼitêbê jê rʼake û veke». Hingê min dîna xwe dayê, wê goveka wî tʼextîda, kʼîjan her çar rʼuhʼber û rʼûspîya dorê girtibûn, Berxek sekinî bû, çawa ku serjêkirî be. Hʼeft stirûyêd Wî û hʼeft çʼeʼvêd Wî hebûn, Ew her hʼeft rʼuhʼêd Xwedê ne, ku li tʼemamîya dinyayê hatine şandinê. Ew hat û kʼitêb ji destê Wîyî rʼastê, Yê ku li ser tʼext rʼûniştibû hilda. Çaxê Wî ew hilda, ew her çar rʼuhʼber û her bîst çar rʼûspî li ber wî Berxî deverʼûya çûn. Destê her yekîda çeng û tʼasêd zêrʼîne tʼijî bixûr hebûn. Ew bixûr duayêd cimeʼta Xwedê ne. Û stiraneke nû distiran digotin: «Tu hêja yî, ku wê kʼitêbê hildî û morêd wê jê rʼakî. Çimkî Tu hatî serjêkirinê û pê xûna xwe Te meriv ji her berekê, ji her zimanî, ji her cimeʼtê û ji her miletî kʼirʼîn bona Xwedê, Te ew kirin pʼadşatîya kʼahîna bona xizmetkʼarîya Xwedê û ewê li ser dinyayê pʼadşatîyê bikin». Hingê min dîna xwe dayê, min dengê gelek milyakʼeta bihîst ku dora tʼext, wan rʼuhʼbera û rʼûspîya girtibûn. Rʼeqema wan digihîşte bi hʼezara û mîlîyona. Bi dengekî bilind distiran digotin: «Ew Berxê serjêkirî hêja ye ku qewatê, dewlemendtîyê, serwaxtîyê, karînê, hurmetê, rʼûmetê û pesinê bistîne». Min bihîst ku her eʼfirînêd li eʼzmên, li ser eʼrdê, yêd bin eʼrdê, yêd beʼrêda û hʼemûyêd nava wanda, distiran: «Bira hʼeta-hʼetayê pesin, hurmet, rʼûmet û qudret li Yê ser tʼext rʼûniştî, usa jî li wî Berxî be!» Û wan her çar rʼuhʼbera digotin: «Amîn!» û rʼûspî deverʼûya çûn, serê xwe ber Wî danîn. Hingê min dîna xwe dayê, wî Berxî moreke ji wan her hʼeft mora vekir û min ji wan her çar rʼuhʼbera dengekî mîna dengê gurʼînîya eʼwra bihîst ku got: «Were». Min dîna xwe dayê, va hespekî boz xuya bû, destê yê lêsîyarbûyîda tîrkevanek hebû, tʼacek wîrʼa hate dayînê û ew çawa eʼgît çû, wekî serkʼeve. Çaxê Berx mora duda vekir, min bihîst ku rʼuhʼberê duda got: «Were». Hingê hespekî dinêyî rʼengê zerda derkʼet û sîyarê wîrʼa îzin hate dayînê, ku eʼdilayîyê ji dinyayê hilde, wekî meriv hevdu bikujin. Şûrekî mezin wîrʼa hate dayînê. Çaxê Wî mora sisîya vekir, min bihîst ku rʼuhʼberê sisîya got: «Were». Min dîna xwe dayê, va hespekî rʼeş û destê sîyarê wîda mêzînek hebû. Hingê tê bêjî min dengek bihîst, ji nava her çar rʼuhʼbera hat û got: «Çapeke genime biçʼûk pê zîvekî û sê çapêd biçʼûk ceh pê zîvekî. Lê zirarê nede zeytʼê û şeravê». Çaxê Wî mora çara vekir, min dengê rʼuhʼberê çara bihîst ku got: «Were». Min dîna xwe dayê, va hespekî şînoqî, ku navê sîyarê wî Mirin bû, Dîyarê Mirîya pey wî dihat. Hʼukum wîrʼa hate dayînê ser pʼareke ji çar pʼarêd dinyayê, wekî pê şûr, xelayîyê, nexweşîya hʼal û rʼeʼwirêd dinyayê wan bikuje. Çaxê Wî mora pênca vekir, min bin gorîgehêda rʼuhʼêd wan meriva dîtin, yêd ku bona Xebera Xwedê û bona şeʼdetîya ku dabûn hatibûne kuştinê. Wan bi dengekî bilind kirine gazî û gotin: «Ya Xweyî-Xudanê pîroz û rʼast! Tê hʼeta kʼengê dîwanê nekî û hʼeyfa xûna me ji binelîyêd rʼûbarî dinê hilnedî?» Hingê ji wan her yekîrʼa çuxêd çîle-qerqaş hatine dayînê û wanrʼa hate gotinê, ku hinek wext jî hêsa bin, hʼeta ku hʼesabê heval-xulamêd wan û xûşk-birêd wane ku wê mîna wan bêne kuştinê, tʼemam be. Çaxê Wî mora şeşa vekir, min dîna xwe dayê, eʼrd qayîm hʼejîya. Rʼo mîna kʼurxê ji pirʼçʼê çêkirî rʼeş bû û hîv serda-pêda bû mîna xûnê. Steyrkêd eʼzmên usa jorda kʼetine eʼrdê, çawa ku dara hêjîrê ji ber bayê qayîm dihʼeje û berêd wê jê diwarin. Hingê eʼzman bû mîna kʼitêba gulomatkkirî li hev hate pʼêçʼanê, hilkʼişîya û hʼemû çʼîya û girav ji cîyêd xwe hʼejîyan. Wî çaxî pʼadşêd dinyayê, mezinêd wê, sereskerêd wê, dewletîyêd wê, eʼgîtêd wê û hʼemû merivêd xulam û aza xwe şkeft û qeyêd çʼîyada veşartin, çʼîya û qeyarʼa digotin: «Ser meda bikʼevin û me ji rʼûyê Wî veşêrin, Yê ku li ser tʼext rʼûniştî ye, usa jî ji xezeba Berx. Çimkî rʼoja xezeba wane mezin hat û kʼî dikare teyax ke?» Pey vê yekêrʼa min dîna xwe dayê, wê çar milyakʼet li her çar qulbêd dinyayê sekinî ne û bayêd her çar qulbêd dinyayê hʼişk girtine, wekî li eʼrdê, beʼrê û tʼu darê nexin. Hingê min milyakʼetekî din jî dît ku ji rʼohilatê dihat û mora wîye ji Xwedêyê Sax hebû. Ewî bi dengekî bilind li wan her çar milyakʼeta kire gazî, yêd ku wanrʼa hatibû dayînê, ku zirarê bidine eʼrdê û beʼrê, wanrʼa got: «Zirarê nedine eʼrdê, beʼrê û dara, hʼeta ku em morê li eʼnîya xulamêd Xwedêyê xwe nexin». Hingê rʼeqema yêd ku hatibûne morkirinê min bihîst: Ji hʼemû qebîlêd zarʼêd Îsraêl sed çil çar hʼezar hatibûne morkirinê. Ji qebîla Cihûda donzdeh hʼezar, ji qebîla Rʼûbên donzdeh hʼezar, ji qebîla Gad donzdeh hʼezar, ji qebîla Aşêr donzdeh hʼezar, ji qebîla Neftelî donzdeh hʼezar, ji qebîla Minaşe donzdeh hʼezar, ji qebîla Şimhʼûn donzdeh hʼezar, ji qebîla Lêwî donzdeh hʼezar, ji qebîla Îsaxar donzdeh hʼezar, ji qebîla Zebûlon donzdeh hʼezar, ji qebîla Ûsiv donzdeh hʼezar û ji qebîla Binyamîn donzdeh hʼezar hatibûne morkirinê. Pey vê yekêrʼa min dîna xwe dayê, va eʼlaleteke usa mezin, ku tʼu kesî nikaribû bijimarta ji her miletî, ji her berekê, ji her cimeʼtê û ji her zimanî li ber tʼext û wî Berxî sekinî bûn. Çuxêd çîle-qerqaş li wan bûn û çʼiqilêd xurma jî destêd wanda bûn, bi dengekî bilind dikirine gazî digotin: «Xilazbûn ji destê Xwedêyê me ye, Yê ku li ser tʼext rʼûniştî ye û ji destê wî Berxî ye». Hingê ew hʼemû milyakʼetêd ku li dora tʼext, rʼûspîya û wan her çar rʼuhʼbera girtibûn, ber tʼext deverʼûya çûne eʼrdê, serê xwe ber Xwedê danîn û gotin: «Amîn! Pesin, rʼûmet, serwaxtî, şikirî, hurmet, qewat û zorayî bira hʼeta-hʼetayê Xwedêyê merʼa be. Amîn!» Hingê ji wan rʼûspîya yekî minrʼa got: «Evêd ku çuxêd çîle-qerqaş wergirtî ne, ew kʼî ne û ji kʼu derê hatine?» Min wîrʼa got: «Ez xulam, ez nizanim, tu zanî». Hingê ewî minrʼa got: «Evana ew in, yêd ku ji wê tengasîya mezin hatine, çuxêd xwe pê xûna wî Berxî şûştine, çîl-qerqaş kirine. Lema ewe li ber tʼextê Xwedê ne, pʼaristgeha Wîda şev û rʼoj Wî dihʼebînin. Yê li ser tʼext rʼûniştî, wê konê Xwe li ser wan vegire. Ewê îdî ne tʼî bin, ne birʼçî bin û ne jî teʼv û germayîyê li wan xe. Çimkî ew Berxê ku goveka tʼextda ye, wê şivantîyê li wan bike, wan bibe ser kanîyêd ava jîyînê. Û Xwedê jî wê hʼemû hêsirêd çʼeʼvêd wan paqij ke». Çaxê Ewî mora hʼefta vekir, eʼzmênda weke nîv sihʼetî her tişt seqirʼî. Hingê min ew her hʼeft milyakʼetêd ku li ber Xwedê sekinîbûn dîtin, wanrʼa hʼeft borʼî hatine dayînê. Milyakʼetekî din bixûrdanga zêrʼîn dêstda hat, li ber gorîgeha zêrʼîn sekinî. Wîrʼa gelek bixûr hate dayînê, wekî bi tʼevî duayêd cimeʼta Xwedê dayne ser gorîgeha zêrʼîne li ber tʼextê Xwedê. Dûyê wê bixûrê tʼevî duayêd cimeʼta Xwedê ji destê wî milyakʼetî berbi Xwedê bilind bû. Paşê milyakʼet ew bixûrdang hilda, ji agirê gorîgehêva dagirt avîte ser eʼrdê. Bû gurʼînîya dengêd eʼwra birûskê birq veda û eʼrd hʼejîya. Hingê wan her hʼeft milyakʼetêd ku hʼeft borʼîyêd wan hebûn kʼarê xwe kirin, ku li borʼîya xin. Yê pêşin li borʼîyê xist, teyrok û agir xûnêva tʼevayî ser eʼrdêda barî. Û ji sê pʼara pʼareke eʼrdê şewitî, ji sê pʼara pʼareke dara şewitî û hʼemû gîhayê şîn şewitî. Milyakʼetê duda li borʼîyê xist, tiştekî mezinî mîna çʼîyakî agir pêkʼetî hate avîtinê nava beʼrê. Û ji sê pʼara pʼareke beʼrê bû xûn, ji sê pʼara pʼareke hʼeywanêd beʼrêda qirʼ bû û ji sê pʼara pʼareke gemîya wêran bû. Milyakʼetê sisîya li borʼîyê xist û steyrkeke mezine mîna qendîla alav pêkʼetî ji eʼzmên kʼete ser pʼareke ji sê pʼarêd çʼema û avêd kanîya. Navê wê steyrkê Zirîçʼk bû. Ji sê pʼara pʼareke ava bû zirîçʼk û ji wê avê gelek meriv mirin, çimkî ew av teʼl bû. Milyakʼetê çara li borʼîyê xist, ji sê pʼara pʼareke rʼoyê, ji sê pʼara pʼareke hîvê û ji sê pʼara pʼareke steyrka derb standin, usa ku ji sê pʼara pʼareke wan qarîya û ji sê pʼara pʼareke rʼojê rʼonayî neda, usa jî ji sê pʼara pʼareke şevê. Hingê min dîna xwe dayê, wê teyrekî sîmirʼ jor eʼzmênda difirʼî û min bihîst ku wî bi dengekî bilind got: «Wey, wey, wey li serê binelîyêd li rʼûbarî dinê, ku wê ber dengê wan borʼîyêd her sê milyakʼetêd mayîn kʼevin, yêd ku wê li borʼîya xin». Milyakʼetê pênca li borʼîyê xist û min dîna xwe dayê, va steyrkek ji eʼzmên kʼete ser rʼûyê eʼrdê û kʼilîta derê gelîyê hey-wayê wê steyrkêrʼa hate dayînê. Ewê derê gelîyê hey-wayê vekir, ji gelî dû-dûxan derkʼet mîna dûyê kʼûra mezin û rʼûyê rʼoyê û hewê girt. Ji wê dû-dûxanê kulî derkʼetine ser rʼûyê eʼrdê, wanrʼa qewata mîna qewata dûpʼişkêd eʼrdê hate dayînê. Wanrʼa hate gotinê, ku zirarê nedine gîhê eʼrdê, ne jî tʼu şînayîyê û darê, lê bidine wan merivêd ku mora Xwedê li ser eʼnîya wan tʼuneye. Wanrʼa hate dayînê, ku wan nekujin, lê pênc meha bidine cefê. Êşa wan mîna êşa lêxistina dûpişka bû. Wan rʼojada merivê li mirinê bigerʼin, lê wê qet nebînin, ewê hʼeyra mirinêda bin, lê mirinê ji wan birʼeve. Qilxê wan kulîya mîna wan hespa bûn, yê ku bona şêrʼ têne hazirkirinê. Li ser serê wan tiştêd mîna tʼacêd zêrʼîn hebûn û rʼûyê wan mîna rʼûyê meriva bûn. Pʼorʼê serê wan mîna pʼorʼê jina bûn û diranêd wan mîna diranêd şêra bûn. Êlekzirihʼêd wan hebûn, mîna yêd hʼesinî, dengê baskêd wan mîna dengê wan eʼreba bûn, ku çawa gelek hesp wan dikʼişînin û dajone nava şêrʼ. Mîna dûpʼişka jî poçʼêd wan hebûn û ser poçʼa jî derzî, kʼîjanada qewata wan hebû ku pênc meha mêriv bidine cefê. Milyakʼetê gelîyê hey-wayê li ser wan pʼadşa bû, ku navê wî bi îbranî «Abadûn» bû, bi yûnanî «Apolîyon», ku tê feʼmkirinê: «Wêrankir». Weya pêşin derbaz bû. Ji vir şûnda va du weyê jî bên. Milyakʼetê şeşa li borʼîyê xist û min dengek ji her çar stirûyêd gorîgeha zêrʼîne li ber Xwedê bihîst, ku gote wî milyakʼetê şeşa, yê ku borʼî dêstda bû: «Wan her çar milyakʼetêd ku li ber çʼemê Firatêyî mezin girêdayî ne veke». Hingê ew her çar milyakʼet hatine berʼdanê, yêd ku bona wê sihʼetê, wê rʼojê, wê mehê û wê salê hatibûne hazirkirinê, wekî ji sê pʼara pʼareke merivayê bikujin. Min rʼeqema ordîyêd sîyarî bihîst ku dusid mîlîyon bû. Wê dîtinokêda hesp û sîyarêd wan minva aha xuya bûn: Rʼengêd êlekzirihʼêd wan rʼengê sorî mîna êgir, şîrkî mîna qalçʼîçʼekê, qîçʼikî mîna kʼirkʼûtêda bûn. Serê hespêd wan mîna serê şêra bûn û ji devê wan agir, dû û kʼirkʼût derdikʼet. Pê van her sê bela, ji sê pʼara pʼareke merivayê, pê agir, dû û kʼirkʼûta ku ji devê van derdikʼet hatine kuştinê. Çimkî qewata hespa dev û dêlêd wanda bûn. Dêlêd wan mîna meʼra bûn û serê wan hebûn, ku pê wan zirar didan. Ew merivêd mayîne ku pê van bela nehatine kuştinê, ji wan pʼûtêd ku bi destêd xwe çêkiribûn venegerʼîyan. Wana destê xwe ji cinhʼebandinê, ji wan pʼûtêd zêrʼe, zîve, sifire, kevire, dare ku nabînin, nabihên û nagerʼin nekʼişandin. Usa jî ji kuştinê, sêrbazîyê, bênamûsîyê û dizîya xwe venegerʼîyan. Hingê min milyakʼetekî dinêyî zor dît ku ji eʼzmên dihate xwarê. Eʼwr lê wergirtî bû û kʼeskesor li sêrî bû, rʼûyê wî mîna rʼoyê bû, nigêd wî jî mîna stûnêd êgir bûn. Destê wîda kʼitêbeke biçʼûke vekirî hebû, nigê xweyî rʼastê danî ser beʼrê, nigê xweyî çʼepê jî danî ser bejê û bi dengê bilind mîna mirʼînîya şêr kire qarʼîn. Çaxê ku wî kire qarʼîn, her hʼeft gurʼînîyêd eʼwra pê dengêd xwe xeber dan. Gava wan her hʼeft gurʼînîyêd eʼwra xeber dan, min kir ku binivîsim, lê ji eʼzmên dengek hat û got: «Ew tiştêd ku her hʼeft gurʼînîyêd eʼwra gotin, wan eʼyan neke, nenivîse». Hingê ew milyakʼetê ku min dîtibû, wekî wî nigek danîbû ser beʼrê û yek jî ser bejê, destê xweyî rʼastê berbi eʼzmên bilind kir û pê Ewî sond xwar ku hʼeta-hʼetayê Sax e, awa gotî pê Wî Yê ku eʼzman, hʼemûyêd wêda, eʼrd, hʼemûyêd wêda û beʼr, hʼemûyêd wêda eʼfirandine û got: «Îdî wextê derengî nekʼeve. Lê gava milyakʼetê hʼefta deng li borʼîyê xe, hingê wê ew surʼa tʼivdîra Xwedê bê sêrî, ya ku Wî eʼlamî xulamêd Xwe pʼêxembera kiribû». Pey vê yekêrʼa wî dengê ku min ji eʼzmên bihîstibû, dîsa tʼevî min xeber da û got: «Herʼe, wê kʼitêba vekirî ji destê wî milyakʼetî hilde, yê ku li ser beʼrê û bejê sekinî ye». Ez jî çûme cem wî milyakʼetî û min jêrʼa got: «Kʼa wê kʼitêba biçʼûk bide min». Ewî minrʼa got: «Han vê hilde û bixwe. Evê nav-dilê teda teʼl be, lê devê teda wê mîna hingiv şîrin be». Hingê min kʼitêba biçʼûk ji destê milyakʼet hilda û xwar. Devê minda mîna hingiv şîrin bû, lê çaxê min ew xwar, min nav-dilê xweda teʼlayî kʼifş kir. Wî çaxî minrʼa hate gotinê: «Gerekê tu dîsa li ser gelek cimeʼta, mileta, zimana û pʼadşa pʼêxembertîyê bikî». Hingê qamîşekî mîna şiva minrʼa hate dayînê û hate gotinê: «Rʼabe, pʼaristgeha Xwedê û gorîgehê çap ke û yêd ku têda dihʼebînin jî bijmire. Lê hʼewşa pʼaristgehêye derva bihêle û wê çap neke, çimkî ew pʼûtpʼaristarʼa hate dayînê. Ewê Bajarê Pîroz çil du meha bin pʼîyada pʼêpes kin. Û Ezê tʼemîyê bidime du şeʼdêd Xwe, ewê kʼurx xwekirî hʼezar dusid şêst rʼojî pʼêxembertîyê bikin». Evana ew her du darêd zeytʼûnê û her du şemdan in, yêd ku li ber Xudanê dinyayê disekinin. Heger merivek ku bixwaze zirarê bide wan, agir ji devê wan derdikʼeve, dijminêd wan hʼûfî xwe dike. Û heger merivek bixwaze zirarê bide wan, gerekê ew xwexa usa bê kuştinê. Hʼukumê van heye, ku rʼojêd pʼêxembertîya xweda eʼzmên dadin, wekî baran nebare. Usa jî hʼukumê wan li ser ava heye, ku wan bikine xûn û kʼengê jî bixwazin, dikarin her cûrʼe bela bînine serê dinê. Gava ewana şeʼdetîya xwe ser hevda bînin, hingê ew ceʼnewirê ku ji gelîyê hey-wayê derdikʼeve, wê tʼevî wan şerʼ ke, wan bindest ke û bikuje. Cinyazêd wan wê li ser meydana wî bajarê mezin avîtî bin, li wî cîyê ku Xudanê wan her duya hate xaçkirinê, ku bi meʼna rʼuhʼanî jêrʼa «Sodom» û «Misir» tê gotinê. Ji hʼemû cimeʼta, bereka, zimana û mileta wê sê rʼoj û nîva li cinyazêd wan binihêrʼin û nehêlin ku cinyazêd wan bikine tʼirba. Binelîyêd li rʼûbarî dinê wê dilê xwe li wan şa kin û şa bin, xelata jî hevdurʼa bişînin, çimkî van her du pʼêxembera cefa didane yêd ku li ser rʼûyê eʼrdê diman. Pey sê rʼoj û nîvarʼa Xwedê rʼuhʼê jîyînê ber wanda anî, ew rʼabûne ser pʼîya û xofeke mezin kʼete ser yêd ku ew dîtin. Hingê wan her duya dengekî bilind ji eʼzmên bihîst ku wanrʼa got: «Werine vê jorê». Û ewana ber çʼeʼvêd dijminêd xwe eʼwrava hilkʼişîyane eʼzmên. Wê sihʼetê eʼrd qayîm hʼejîya, ji dehe pʼara pʼareke bajêr hilşîya û wê eʼrdhʼejêda hʼeft hʼezar meriv mirin, yêd mayîn jî çʼeʼvtirsîyayî bûn, şikirî didane Xwedêyê eʼzmên. Weya duda derbaz bû. Va ye, ya sisîya wê zûtirê bê. Milyakʼetê hʼefta li borʼîyê xist û eʼzmênda dengêd bilind hatin ku digotin: «Pʼadşatîya dinyayê bû ya Xudanê me û Mesîhê Wî, Ewê hʼeta-hʼetayê pʼadşatîyê bike». Ew her bîst çar rʼûspîyêd ku li ber Xwedê ser kʼursîyêd xwe rʼûniştibûn, xwe deverʼûya avîtin, serê xwe ber Xwedê danîn û gotin: «Ya Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê, Yê heyî û Yê hebûyî, em şikirîyê didine Te, ku Te qewata Xweye mezin stand û dest bi hʼukumê Xwe kir. Pʼûtpʼarist qilqilîn, lê xezeba Te hat. Wext pêrʼa gihîştîye, ku dîwana mirîya bikî, xelata bidî xulamêd Xwe, pʼêxembera û cimeʼta Xwe usa jî yêd ku ji Te ditirsin, ji biçʼûka hʼeta mezina. Wext hat, ku qirʼa wan bînî, yêd ku dinê xirab dikin». Pey vê yekêrʼa pʼaristgeha Xwedêye eʼzmên vebû û wêda Sindoqa Peymana Wî xuya bû. Birûskê birq dan, gurʼînîya dengêd eʼwra hate bihîstinê, eʼrd hʼejîya û teyrok barî. Hingê nîşaneke mezin eʼzmênda xuya bû: Kʼulfetekê rʼo li xwe wergirtibû, hîv binê pʼîyada û tʼacekî ji donzdeh steyrka jî li sêrî bû. Ew hʼemle bû û kʼetibû ber zarʼê, êşa xwe dikʼişand û dikire qîrʼîn. Pey vê yekêrʼa nîşaneke din jî eʼzmênda xuya bû. Min dîna xwe dayê, va zîyakî zerî mezin ku hʼeft serî û dehe stirûyêd wî hebûn û hʼeft tʼac jî li serêd wî bûn. Poçʼa wî ji sê pʼara pʼareke steyrkêd eʼzmên kʼişand û avîte ser eʼrdê. Ew zîya li ber wê kʼulfeta ku kʼetibû ber zarʼê sekinî, ku hema çawa zarʼ bibe wê zarʼê hʼûfî xwe ke. Wê kʼulfetê zarʼeke kurʼîn anî, ku wê bi şivdara hʼesinî şivantîyê li hʼemû mileta bike. Lê zarʼa wê hate rʼahiştinê, li cem Xwedê û ber tʼextê Wî. Kʼulfet jî rʼevî berʼîyê, li wî cîyê ku ji alîyê Xwedêda jêrʼa hatibû hazirkirinê, wekî ew li wir hʼezar dusid şêst rʼojî bê xweykirinê. Hingê li eʼzmên şerʼ dest pê bû. Mixayîl milyakʼetêd xweva tʼevî zîyê şerʼ kir, zîyê jî milyakʼetêd xweva tʼevî wan şerʼ kir. Lê zîyê da der, eʼzmênda jî îdî cî dest wan nekʼet, ew zîyayê mezin jorda hate avîtinê. Eva ew meʼrê berê bû, ku jêrʼa mîrêcin û şeytʼan dibêjin, yê ku tʼemamîya dinê xalifandîye. Ew milyakʼetêd xweva jorda hatine avîtinê ser rʼûyê eʼrdê. Hingê min li eʼzmên dengekî bilind bihîst ku got: «Niha ye wextê xilazkirin, qewat û pʼadşatîya Xwedêyê me, usa jî hʼukumê Mesîhê Wî. Çimkî Ew xeybkirê xûşk-birêd me jorda hate avîtinê, yê ku şev û rʼoj ber Xwedêyê me xeyba wan dikir. Ewana pê xûna Berx û xebera şeʼdetîya xwe ser wî kʼetin, eʼmirê xwe hʼeta mirinê hʼiz nekirin. Awa şa bin, eʼzmanno û yêd ku wanda dimînin. Lê wey li eʼrdê û li beʼrê, çimkî mîrêcin jorda ser weda hate avîtinê û ew ji hêrsê xwe dixwe, ku zane wê hindikî bimîne». Gava zîyê dît ku ew jorda hate avîtinê ser eʼrdê, pey wê kʼulfetê kʼet, ya ku zarʼa kurʼîn anîbû. Du baskêd teyrê sîmirʼîye mezin wê kʼulfetêrʼa hatine dayînê, wekî bifirʼe herʼe berʼîyê, wî cîyê xwe, kʼîderê ji zîyê dûr wê sê sal û nîva bihata xweykirinê. Hingê zîyê ji devê xwe mîna çʼêm av berʼda pey wê kʼulfetê, wekî wê pê lêyê bixeniqîne. Lê eʼrdê alîkʼarîya wê kʼulfetê kir, devê xwe vekir û ew çʼemê ku zîyê ji devê xwe berʼdabû daqurtand. Hingê wî zîyayî hêrsa xwe li wê kʼulfetê rʼakir û çû, wekî şerʼê xwe tʼevî wan zarʼêd wêye mayîn bike, yêd ku tʼemîyêd Xwedê xwey dikin û şeʼdetîya bona Îsa didin. Zîya li devê beʼrê sekinî. Hingê min dîna xwe dayê, va ceʼnewirek ji beʼrê derdikʼet. Hʼeft serêd wî û dehe stirûyêd wî hebûn, li ser stirûyêd wî dehe tʼac bûn û li ser her hʼeft serêd wî jî navêd kʼifirî-zifirîya bûn. Ew ceʼnewirê ku min dît, mîna piling bû, nigêd wî mîna lepê hʼirʼçʼa bûn û devê wî jî mîna devê şêra bû. Vî zîyayî qewata xwe, tʼextê xwe û hʼukumê xweyî mezin da wî ceʼnewirî. Serîkî vî ceʼnewirî tê bêjî birîndar li ber mirinê bû, lê birîna wî hate qenckirinê. Û tʼemamîya dinyayê ser wî ceʼnewirî eʼcêbmayî ma. Wan serê xwe li ber zîyê danîn, ku wî hʼukumê xwe da wî ceʼnewirî. Usa jî serê xwe li ber ceʼnewir danîn û gotin: «Gelo kʼî mîna vî ceʼnewirî ye? Û kʼî dikare tʼevî vî şerʼ ke?» Evî ceʼnewirîrʼa îzin hate dayînê ku devê xwe bêmeʼrîfet veke û kʼifirîya bike, usa jî wîrʼa hate dayînê, ku çil du meha bi hʼukumê xwe bike. Ewî hindava Xwedêda devê xwe xirab vekir û navê Wî, konê Wî û yêd ku eʼzmênda dimînin bêhurmet kir. Îzin wîrʼa hate dayînê, ku tʼevî cimeʼta Xwedê şerʼ ke û serkʼeve. Usa jî hʼukumê li ser her berekê, cimeʼtê, zimanî û miletî wîrʼa hate dayînê. Hʼemû binelîyêd li rʼûbarî dinê wê serê xwe li ber wî daynin, navêd kʼîjana ji wextê eʼfirandina dinyayêda kʼitêba jîyînêye Berxê serjêkirîda nehatine nivîsarê. Guhê kʼê heye bira bibihê: Ewêd ku yê dîl kʼetinê ne, wê dîl bikʼevin, ewêd ku yêd ber şûr kʼetinê ne, ewê ber şûr kʼevin. Li vir wê sebir û bawerîya cimeʼta Xwedê kêr bê. Hingê min dîna xwe dayê, va ceʼnewirekî din ji eʼrdê derdikʼet, du stirûyê wîye mîna yê berxa hebûn û mîna zîyê xeber dida. Evî tʼemamîya hʼukumê ceʼnewirê pêşin li ber wî xwexa dida xebatê û pʼêyî ser eʼrdê û binelîyêd wê dikir, wekî serê xwe li ber wî ceʼnewirê pêşin daynin, yê ku birîna wîye ku berbi mirinê dibir hatibû qenckirinê. Vî ceʼnewirî nîşanêd usa eʼcêbe mezin dikirin, hʼeta ku agir jî ji eʼzmên li ber çʼeʼvê meriva davîte ser eʼrdê. Ewî pê wan nîşanêd ku wîrʼa hatibûne dayînê, wekî li ber ceʼnewirê pêşin bike, binelîyêd li rʼûbarî dinê dixalifandin. Ewî wanrʼa got, ku hʼeykelekî wî ceʼnewirî çêkin, yê ku bi şûr hatibû birîndarkirinê û dîsa sax bû. Hʼukum wîrʼa hate dayînê, wekî rʼuhʼ ber hʼeykelê ceʼnewirda bîne, ku hʼeykelê ceʼnewir xeber de û bikaribe ewêd ku ceʼnewir nehʼebînin bide kuştinê. Ewî pʼêyî ser hʼemûya kir, awa gotî biçʼûk û mezina, dewletî û belengaza, aza û xulama ku nîşanê bidine ser destê xweyî rʼastê yan eʼnîya xwe, wekî tʼu kes nikaribe ne bikʼirʼe, ne jî bifiroşe, pêştirî wî, yê ku nîşana ceʼnewir, awa gotî navê wî yan hʼesabê navê wî ser e. Li vir serwaxtî kêr tê: Hʼiş-aqilê kʼê heye, bira hʼesabê ceʼnewir bijmire, çimkî hʼesabê merivekî ye û hʼesabê wî şeşsid şêst şeş e. Paşê min dîna xwe dayê, va Berx li serê çʼîyayê Sîyonê sekinî bû û sed çil çar hʼezar meriv tʼevî Wî bûn, ku li ser eʼnîya wan navê Wî û navê Bavê Wî nivîsar bûn. Min ji eʼzmên dengek bihîst, mîna dengê gelek ava û mîna dengê gurʼînîya eʼwraye qayîm. Ew dengê ku hate min, mîna dengê miqamê çengvana bû, ku li çengêd xwe dixin. Wana li ber tʼext û li ber wan her çar rʼuhʼbera û rʼûspîya stiraneke nû distira. Tʼu kes nikaribû wê stiranê hîn bûya, pêştirî wan sed çil çar hʼezarêd ku ji dinyayê hatibûne kʼirʼînê. Evana ew in, yêd ku serê xwe jinarʼa danenîne, ew yêd bikʼir in. Evana pey Berx diçin, kʼuda ku ew diçe. Evana ji nava meriva hatine kʼirʼînê, çawa berê deremeta pêşin ku Xwedê û Berxrʼa bêne dayînê. Derew ji devê wan dernekʼetîye, ew bêqusûr in. Hingê min dîna xwe dayê, va milyakʼetekî din ku eʼzmênda difirʼî û Mizgînîya wîye hʼeta-hʼetayê hebû, wekî wê Mizgînîyê bide yêd rʼûbarî dinê, awa gotî hʼemû mileta, bereka, zimana û cimeʼta. Wî bi dengekî bilind digot: «Ji Xwedê bitirsin û şikirîyê bidine Wî, çimkî sihʼeta dîwankirina Wî pêrʼa gihîşt. Serê xwe ber Wî daynin, Yê ku eʼrd û eʼzman, beʼr û avêd kanîya eʼfirandine». Hingê milyakʼetekî din pey wî hat û got: «Hilşîya, wêran bû! Ew Babîlona mezin, ya ku ew şerava qavîya xweye har hʼemû milet dane vexwarinê». Pey vê yekêrʼa milyakʼetekî din jî pey wan hat û bi dengekî bilind got: «Ewê ku serê xwe li ber ceʼnewir û hʼeykelê wî dayne û nîşana wî ser eʼnîya xwe yan ser destê xwe qebûl ke, ewê ji wê şerava hêrsa Xwedê vexwe, ya ku av tʼevnekirî ye, kʼasa Wîye xezebêda dagirtî ye. Ewê li ber milyakʼetêd pîroz û li ber Berx agir û kʼirkʼûtêda cefê bikʼişîne. Dûyê cefê wan wê hʼeta-hʼetayê bikʼişe û şev û rʼoj wê rʼihʼetîya wan tʼunebe, yêd ku serê xwe ber ceʼnewir û hʼeykelê wî datînin û nîşana wî li ser wan e». Awa li vir wê sebira cimeʼta Xwedê kêr bê, yêd ku tʼemîyêd Xwedê xwey dikin û hindava Îsada amin in. Hingê min ji eʼzmên dengek bihîst ku got: «Binivîse: Ji vir şûnda xwezilî ne ew meriv, yêd ku bona bawerîya ser Xudan wê bimirin». Rʼuhʼ dibêje: «Belê! Ewê ji xebata xwe rʼihʼet bin, çimkî kirêd wan tʼevî wan diçin». Û min dîna xwe dayê, va eʼwrekî sipî û «yekî mîna kurʼê mêriv» li ser wî eʼwrî rʼûniştî bû. Tʼacekî zêrʼîn li serê Wî bû û deʼseke tûj jî dêstda bû. Hingê milyakʼetekî din ji pʼaristgehê derkʼet, bi dengekî bilind li Ewî ku li ser eʼwr rʼûniştî bû kire gazî û gotê: «Deʼsa Xwe bavêjê bidirû, çimkî ew sihʼeta nandirûnê hat, berê eʼrdê îdî gihîştîye». Ewî ku li ser eʼwr rʼûniştî bû deʼsa Xwe avîte rʼûyê eʼrdê û eʼrd hate dirûnê. Hingê ji wê pʼaristgeha eʼzmên milyakʼetekî din derkʼet û destê wîda jî deʼseke tûj hebû. Wê hingê ji gorîgehê milyakʼetekî din derkʼet, ku hʼukumê wî li ser êgir hebû, ewî bi dengekî bilind li yê xweyê deʼsa tûj kire gazî û gotê: «Deʼsa xweye tûj bavêje gûşîyêd tirîyêd eʼrdê û biçine, çimkî tirîyêd wê îdî gihîştine». Wî milyakʼetî jî deʼsa xwe avîte eʼrdê, tirîyêd eʼrdê çinîn û bona hʼincirʼandinê avîte wî hʼewzê mezinî xezeba Xwedê. Ew tirî wî hʼewzîda hatine hʼincirʼandinê, ku ji bajêr der bû û ji hʼewz xûn kʼişîya, xûnê avîte gemê hespa, qasî hʼezar şeşsid meydanî girt. Hingê min li eʼzmên nîşaneke dine mezin û ecêb dît, hʼeft milyakʼetêd xweyê hʼeft belayêd axirîyê pê kʼîjana wê xezeba Xwedê bihata sêrî. Wî çaxî min tiştekî mîna beʼreke şûşe êgirva tʼevayî dît, usa jî ewêd ku ceʼnewir, hʼeykelê wî û hʼesabê navê wî bindest kiribûn. Evana ser beʼra şûşe sekinî bûn, çengêd ku Xwedê dabûne wan destêd wanda bûn û stirana Mûsayê xulamê Xwedê û stirana Berx distiran: «Kirêd Te mezin û eʼcêb in Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê! Rʼîyêd Te rʼast û ser heqîyê ne, ya Pʼadşayê mileta. Xudan, kʼî ji Te wê netirse û rʼûmetê nede wî navê Te? Çimkî Tu tʼenê Yê pîroz î. Hʼemû miletê berbi Te bên û serê xwe ber Te daynin, çimkî kirêd Teye rʼast xuya bûn». Pey van tiştarʼa min dîna xwe dayê, va pʼaristgeha eʼzmên vebû, awa gotî Konê Şeʼdetîyê. Ew her hʼeft milyakʼetêd xweyê her hʼeft bela ji pʼaristgehê derkʼetin. Kʼitanêd paqije birqok li wan bûn û melaxtêd zêrʼîn li sîngêd wan bûn. Hingê ji her çar rʼuhʼbera yekî hʼeft tʼasêd zêrʼîne xezeba wî Xwedêyîva tʼijî, Yê ku hʼeta-hʼetayê Sax e, dane wan her hʼeft milyakʼeta. Pʼaristgeh dûyê rʼûmeta Xwedê û qewata Wîva tʼijî bû û tʼu kes nikaribû bikʼeta pʼaristgehê, hʼeta ku her hʼeft milyakʼeta, her hʼeft bela neanîna sêrî. Hingê min dengekî bilind ji pʼaristgehê bihîst ku gote her hʼeft milyakʼeta: «Herʼin, her hʼeft tʼasêd xezeba Xwedê birʼêjine ser eʼrdê». Milyakʼetê pêşin çû tʼasa xwe rʼête ser eʼrdê, pʼizikêd pʼîse xirab li ser wan meriva derkʼetin, yêd ku nîşana ceʼnewir li ser wan bû û serê xwe li ber hʼeykelê wî danîbûn. Yê duda tʼasa xwe rʼête ser beʼrê, beʼr bû mîna xûna mirîya û hʼemû hʼeywanêd beʼrêda qirʼ bûn. Yê sisîya tʼasa xwe rʼête ser çʼema û avêd kanîya, ew bûne xûn. Wî çaxî min dengê milyakʼetê ava bihîst ku got: «Tu ser rʼastîyê yî, Yê heyî, Yê hebûyî û Yê pîroz î, ku Te dîwanêd bi vî awayî kirin. Çimkî wan xûna cimeʼta Xwedê û pʼêxembera rʼêt û Te xûn li wan da vexwarinê. Rʼast ew xurê vê yekê ne». Hingê min dengê gorîgehê bihîst, ku aha got: «Belê, ya Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê, dîwanêd Te rʼast û heq in». Milyakʼetê çara tʼasa xwe rʼête ser rʼoyê û wêrʼa hate dayînê, ku merivayê bi êgir biqelîne. Hingê meriv ji dest şewata germayîyê hatine qelandinê û kʼifirî navê Xwedê kirin, ku hʼukumê Wî li ser van bela heye. Lê ew ji kirêd xweye xirab venegerʼîyan, wekî şikirî bidana Wî. Milyakʼetê pênca tʼasa xwe rʼête ser tʼextê ceʼnewir û teʼrîstanî hate ser pʼadşatîya wî, ji êşê meriva zimanê xwe digestin û ji dest êşa û pʼizika kʼifirî li Xwedêyê eʼzmên kirin, lê ji kirêd xweye xirab venegerʼîyan. Milyakʼetê şeşa tʼasa xwe rʼête ser çʼemê Firatêyî mezin, ava çʼêm çʼikîya, wekî rʼê bona pʼadşêd rʼohilatê bê hazirkirinê. Hingê min dîna xwe dayê, va sê rʼuhʼêd hʼerame mîna beqa, ji devê wî zîyayî, ji devê ceʼnewir û ji devê pʼêxemberê derew derdikʼetin. Evana ew rʼuhʼêd cina bûn, yêd ku nîşanêd eʼcêb dikin. Ew diçine cem hʼemû pʼadşêd dinyayê, wekî wan bicivînin, bona şerʼê wê Rʼoja Mezine Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê. «Va ye Ezê mîna diza bêm! Xwezî li wî, yê ku hʼişyar dimîne û kʼincêd xwe xwey dike, wekî teʼzî negerʼe û eʼyba wî xuya nebe!» Hingê wan rʼuhʼa ew pʼadşa civandine wî cîyî ku bi îbranî jêrʼa «Harmegedon» tê gotinê. Milyakʼetê hʼefta tʼasa xwe rʼête ser hewê û ji tʼextê pʼaristgehê dengekî bilind derkʼet û got: «Hate sêrî!» Hingê birûskê lê da, bû gurʼînîya dengê eʼwra û eʼrd usa qayîm hʼejîya, ku ji wê rʼoja însan dinê kʼetîye hʼeta niha eʼrd aha nehʼejîyaye. Eʼrdhʼej haqas qayîm bû! Bajarê mezin bû sê pʼara û bajarêd mileta wêran bûn. Babîlona mezin hate bîra Xwedê, wekî wê kʼasa xweye şerava xezeba giranva bide wê. Hʼemû girav betavebûn û çʼîya îdî nehatine xuyanê. Ji eʼzmên teyroka gire weke pêncî kîlogramê ser merivada barî. Meriva ji dest lêdana teyrokê kʼifirî li Xwedê kirin, çimkî eva bela gelekî giran bû. Ji wan her hʼeft milyakʼetêd ku xweyê her hʼeft tʼasa bûn, yekî hat tʼevî min xeber da û got: «Were vê derê, ez dîwana wê qava bi nav û deng nîşanî te kim, ya ku li ser gelek ava rʼûniştî ye. Pʼadşêd dinyayê tʼevî vê qavî kirin û binelîyêd rʼûbarî dinê pê şerava qavîya wê serxweş bûn». Hingê Rʼuhʼê Pîroz hate ser min, wî milyakʼetî ez birime berʼîkê. Min dîna xwe dayê, va jinek li ser ceʼnewirekî sorê gevez sîyar, ku serda-pêda ji her alîyava bi navêd kʼifirîyêd hindava Xwedêda tʼijî bûn û hʼeft serêd wî û dehe stirûyêd wî hebûn. Ew kʼulfeta kʼinca şîrk û sorê gevezva wergirtî bû, pê zêrʼ, kevirêd qîmet, lal û durʼva xemilî bû. Kʼaseke zêrʼîn destê wêda bû, ew kʼas jî kʼirêtî û mirʼdarʼîya qavîya wêva dagirtî bû. Li ser eʼnîya wê navekî surʼ nivîsar bû: BABÎLONA MEZIN, MAKA QAVA Û KʼIRÊTÎYÊD DINYAYÊ. Min dîna xwe dayê, wê ew kʼulfeta pê xûna cimeʼta Xwedê û pê xûna şeʼdêd Îsa serxweş bûye. Gava ku min ew dît, ez gelekî eʼcêbmayî mam. Hingê wî milyakʼetî minrʼa got: «Tu çima eʼcêbmayî mayî? Ezê surʼa wê kʼulfetê û surʼa wî ceʼnewirê ku ewa lê sîyar e, kʼîjan ku hʼeft serêd wî û dehe stirûyêd wî hene, terʼa bêjim. Ew ceʼnewirê ku te dît, wextekê hebû, lê niha tʼune. Ewê zûtirê ji gelîyê hey-wayê derkʼeve û herʼe unda be. Binelîyêd rʼûbarî dinêye ku navêd wan ji wextê eʼfirandina dinyayêda kʼitêba jîyînêda nehatine nivîsarê, wê eʼcêbmayî bimînin, gava wî ceʼnewirî bibînin, yê ku hebû û niha tʼune, lê wê hebe. Li vir hʼiş-aqil kêr tê. Ew her hʼeft serî, hʼeft çʼîya ne, ser kʼîjana ew kʼulfet rʼûniştî ye, usa jî hʼeft pʼadşa ne. Ji wan pênc kʼetine, yek heye, yê din hê nehatîye û gava bê, gerekê hinek wext bimîne. Ew ceʼnewirê ku wextekê hebû û niha tʼune, ew xwexa jî pʼadşê hʼeyşta ye. Ew yekî ji wan her hʼefta ye û wê herʼe unda be. Ew her dehe stirûyêd ku te dîtine, dehe pʼadşa ne, ku hê pʼadşatî nestandine, lê belê wê hʼukum bistînin, ku tʼevî ceʼnewir bona sihʼetekê pʼadşatîyê bikin. Meremê van her deha yek e, ewê qewat û hʼukumê xwe bidine ceʼnewir. Evana wê tʼevî Berx şerʼ bikin, lê Berx tʼevî yêd gazîkirî, bijartî û amina wê li ser wan bikaribe, çimkî ew Berx Xudanê xudana û Pʼadşê pʼadşa ye». Hingê milyakʼet minrʼa got: «Ew avêd te dîtin ku ewa qav li ser wan rʼûniştîye, ew cimeʼt in, eʼlalet in, milet û ziman in. Ew her dehe stirûyêd ku te dîtin, usa jî ceʼnewir wê hevrʼa bijenine ya qav. Ewê destê wê ji her tiştî bikin, wê teʼzî kin û goştê wê bixwin, êgirda bişewitînin. Çimkî Xwedê ev yek kire dilê wan, ku xwestina Wî bikin û ser nêtekê bin, pʼadşatîya xwe bidine ceʼnewir, hʼeta ku xeberêd Xwedê bêne sêrî. Ew jina ku te dît, ew bajarê mezin e, yê ku pʼadşatîyê li ser pʼadşêd dinyayê dike». Pey van tiştarʼa min dîna xwe dayê, wê milyakʼetekî din ji eʼzmên dihate xwarê. Ew xweyê hʼukumê mezin bû û ji dîndara wî rʼûyê eʼrdê rʼonayî bû. Ewî bi dengekî bilind kire gazî û got: «Hilşîya, wêran bû, Babîlona mezin! Ew bû cî-war, miskʼenê cina û sitʼara hʼemû rʼuhʼêd hʼeram, qelêtka hʼemû teyredêd nepʼake mirʼdarʼ. Çimkî ji wê şerava qavîya wêye har hʼemû mileta hilda vexwar, pʼadşêd dinyayê tʼevî wê qavî kirin, bazirganêd dinyayê ji agirê dilê wê dewletî bûn». Li vir min ji eʼzmên dengekî din bihîst ku got: «Ji nava wê derkʼevin, cimeʼta Min, wekî hûn nebine heval-pʼarêd gunêd wê û ji belayêd wê pʼarê nestînin. Çimkî gunêd wê ser hev cî bûne gihîştine hʼeta eʼzmên û Xwedê nerʼastîyêd wê anîne bîra Xwe. Wê çi kiribe usa jî hûn bînine serê wê û li anegorî kirêd wê, du car haqasî lê vegerʼînin, ew kʼasa ku wê bona we dagirt, hûn du car teʼl li wê bidine vexwarinê. Çiqas rʼûmeta xwe bilind kirîye û kʼêfa dilê xwe derbaz kirîye, haqasî cefa-şînê serda bînin. Çimkî dilê xweda aha dibêje: ‹Ez çawa pʼadşa rʼûniştî me, û ne jinebî me, tʼu car ezê şînê nebînim›. Lema jî nava rʼojekêda wê belayêd wê ser wêda bên: Nexweşîya hʼal, şîn û xelayî û wê bibe xurê êgir. Çimkî ew Xudan Xwedê qewat e, yê ku dîwana wê dike». Pʼadşêd dinyayê, yêd ku pêrʼa qavî û kʼêf kirine, gava dûyê şewata wê bibînin, wê bigirîn û ser wê şînê bikin. Ji tirsa cefê wê, ewê li dûr bisekinin û bêjin: «Ax, ax bajarê mezin, bajarê zor, Babîlon! Dîwana te sihʼetekêda ser teda hat». Bazirganêd dinyayê wê li ser wê bigirîn û şînê bikin, çimkî îdî tʼu kesê tiştêd wane firotanê nekʼirʼe: Hûr-mûrêd zêrʼ, zîv, kevirêd qîmet, lal-durʼ, kʼitanê qîmet, pʼarçʼêd şîrk, hevirmiş, pʼarçʼêd sorê gevez, her dara bînxweş û her tiştêd ji qîlêd fîla, tiştêd ji darêd here qîmet, ji sifir, hʼesin û mermer, usa jî darçîn, bihareta bînxweş, bixûr, rʼûnê bînxweş, bixûrê eʼrebî, şerav, bizirê zeytʼûnê, arê xas, genim, dewar, pez, hesp, eʼrebe, xulam û rʼuhʼêd însên jî. Bazirganê bêjin: «Ew tiştêd dilê tedaye şîrin ji destê te çûn û hʼemû tiştêd rʼewşe birqok ji te birîyan, îdî tʼu car ew dest te nakʼevin». Ew bazirganêd van tişta, yêd ku pê Babîlonê dewletî bibûn, wê ji tirsa cefê wê dûr bisekinin bigirîn, bavêjine ser wê û bêjin: «Ax, ax bajarê mezin, ku te kʼitanê qîmet, pʼarçʼê şîrk û sorê gevez li xwe wergirtibû û bi zêrʼ, kevirê qîmet, lal-durʼva xemilî bûyî! Haqas hebûk sihʼetekêda pʼûçʼ bû çû». Hʼemû serdarêd gemîya û sîyarêd gemîya, gemîvana û hʼemûyêd ku pê xebata ser beʼrê eʼbûrê xwe dikirin, dûr sekinîn û çaxê dûyê şewata wî dîtin, kirine qîrʼîn û gotin: «Gelo bajarekî din mîna vî bajarê mezin hebû?» Xwelî li serê xwe kirin, bi şîn û girî kirine qîrʼîn û gotin: «Ax, ax bajarê mezin, wekî hʼemûyêd beʼrêdaye xweyîgemî pê hebûka wîye xinêbûyî dewletî bibûn, çawa sihʼetekêda wêran bû çû!» Eʼzmano, cimeʼta Xwedê, şandî û pʼêxemberno! Dilê xwe şa kin li wî bajarî, ku Xwedê hʼeyfa we ji wî hilda. Hingê milyakʼetekî qewat, kevirek mîna beraşekî mezin hilda, avîte beʼrê û got: «Bi vî awayî jî bajarê mezin Babîlon wê qayîm jorda bê avîtinê û îdî tʼu car wê xuya nebe. Wê îdî dengê çeng, sazbend, bilûrvan û borʼîvan nav teda tʼu car neyê bihîstinê. Wê îdî hostakî tʼu pʼêşeyî tʼu car nav teda xuya nebe. Wê îdî dengê beraşa jî tʼu car nav teda neyê bihîstinê. Wê îdî çʼirûsîya çʼirê jî tʼu car nav teda xuya nebe Wê îdî dengê bûk-zeʼvê jî tʼu car nav teda neyê bihîstinê. Bazirganêd te giregirêd dinyayê bûn û hʼemû milet bi sêrbazîya te ji rʼê xalifîn. Û xûna pʼêxember û cimeʼta Xwedê kʼete stûyê wî bajarî, belê xûna wan hʼemûya ku li ser rʼûyê eʼrdê hatine rʼêtinê». Pey van yekarʼa, min li eʼzmên dengekî bilind bihîst, mîna dengê eʼlaleteke giran ku digot: «Halêlûya! Xilazbûn, rʼûmet û qewat yêd Xwedêyê me ne! Dîwanêd Wî rʼast û heq in. Ewî dîwana wê qavê kir ya ku pê qavîya xwe dinê hʼerʼimand û hʼeyfa xûna xulamêd Xwedê ji wê hilda». Cara duda gotin: «Halêlûya! Hʼeta-hʼetayê dûyê ji wê bikʼişe». Her bîst çar rʼûspî û her çar rʼuhʼber deverʼûya çûn û serê xwe li ber wî Xwedêyê li ser tʼext rʼûniştî danîn û gotin: «Amîn, Halêlûya!» Hingê dengek ji tʼext hat û got: «Hʼemû xulamêd Wîye ku ji Wî xof dikin, biçʼûk û mezin pesinê Xwedêyê me bidin». Hingê min deng bihîst, çawa dengê eʼlaleteke giran, mîna dengê xule-xula gelek ava û mîna dengê gurʼînîya eʼwraye qayîm ku digotin: «Halêlûya! Çimkî Xudan Xwedêyê meyî Hʼemû Zorayîyê dest bi pʼadşatîyê kir. Em Wîrʼa gul din û şa bin û şikirîyê bidine Wî, çimkî deʼwata Berx pêrʼa gihîşt û dergîstîya Wî kʼarê xwe kirîye. Bona li xwekirinê kʼitanê birqokî paqij jêrʼa hate dayînê». (Ew kʼitan nîşana kirinêd cimeʼta Xwedêye rʼast in.) Hingê wî milyakʼetî minrʼa got: «Binivîse: Xwezî li wan, ku bona şayîya deʼwata Berx hatine tʼeglîfkirinê!» Serda zêde kir got: «Ay ev in xeberêd Xwedêye rʼast». Wî çaxî ez deverʼû çûme niga, ku serê xwe li ber wî daynim, lê ewî minrʼa got: «Vê yekê neke! Ez jî heval-xulamekî mîna te û wan xûşk-birêd te me, kʼîjan eʼlametîya Îsaye rʼast xwey dikin. Serê xwe li ber Xwedê dayne. Çimkî ew rʼastîya ku Îsa eʼlam kir ew pʼêxembera dide xeberdanê ». Hingê min dîna xwe dayê, eʼzman vebû, va ye hespekî boz, ku sîyarê Wîrʼa Amin û Rʼast digotin. Ew dîwankirinê û şerʼê Xweda ser rʼastîyê ye. Çʼeʼvêd Wî mîna alava êgir bûn û gelek tʼac li serê Wî bûn. Navek ser Wî nivîsar bû, ku pêştirî Wî tʼu kesî nizanibû. Kʼinceke xûnêda kirî lê bû û navê Wî Xebera Xwedê bû. Ordîyêd eʼzmên jî li hespêd boze sîyar kʼitanêd çîl-qerqaşe paqij li wan pey Wî diçûn. Ji devê Wî şûrekî tûj derdikʼet, wekî li mileta xe. Ewê pê şivdara hʼesinî şivantîyê li wan bike, wî hʼewzê şerava xezeba Xwedêyê Hʼemû Zorayîyêda wan bihʼincirʼîne. Li ser kʼinca Wî, ser hêta Wî navek nivîsar bû: PʼADŞÊ PʼADŞA Û XUDANÊ XUDANA. Hingê min milyakʼetek dît, ew li ser rʼoyê sekinî bû, bi dengekî bilind kire gazî û gote hʼemû teyredêd ku hewêda difirʼin: «Werin bicivine şayîya Xwedêye mezin, wekî hûn cinyazêd pʼadşa, serdara, mêrxasa û beretʼêd hespa, usa jî cinyazêd sîyarêd wan û hʼemû meriva, aza û xulama, biçʼûk û mezina bixwin». Hingê min ew ceʼnewir û pʼadşêd dinyayê ordîyêd wanva li cîkî civîyayî dîtin, wekî şerʼê xwe tʼevî Wî sîyarê hespê boz û ordîya Wîva bikin. Hingê ew ceʼnewir tʼevî wî pʼêxemberê derew dîl hatine girtinê, yê ku li ber wî ceʼnewirî nîşanêd eʼcêb dikirin. Ewî bi wan kira ew xalifandin, yêd ku nîşana ceʼnewir qebûl kirin û serê xwe li ber hʼeykelê wî danîn. Ceʼnewir û pʼêxemberê derew jî saxe-sax hatine avîtinê nav gola agirê kʼirkʼûtêyî dişixule. Ewêd mayîn jî pê wî şûrê ku ji devê Sîyarê hespê boz derdikʼet, hatine kuştinê û hʼemû teyrede ji cinyazêd wan tʼêr bûn. Hingê min dîna xwe dayê, va milyakʼetek ji eʼzmên dihate xwarê, kʼilîta gelîyê hey-wayê û zincîreke mezin destê wîda bû. Ewî ew zîya girt, awa gotî ew meʼrê berê, ku xwexa mîrêcin û şeytʼan e û hʼezar salî girêda. Ewî ew avîte gelîyê hey-wayê, ser wî kʼilît kir û mor lêxist, wekî îdî mileta nexalifîne, hʼeta hʼezar sal tʼemam be. Pey wê yekêrʼa ew gerekê bona wextekî kin bê berʼdanê. Hingê min kʼursî dîtin ku ew li ser wan rʼûniştin, kʼîjanarʼa hate dayînê, wekî dîwanê bikin. Usa jî min rʼuhʼêd wan dîtin, serê kʼîjana bona şeʼdetîya Îsa û bona xebera Xwedê hatibûne lêxistinê, kʼîjana serê xwe li ber ceʼnewir û hʼeykelê wî danenîbûn û ne jî nîşana wî hildabûne ser eʼnî yan destê xwe. Evana dîsa sax bûn û tʼevî Mesîh hʼezar salî pʼadşatî kirin. (Lê ew mirîyêd mayîn sax nebûn, hʼeta hʼezar sal tʼemam bû.) Ev e rʼabûna mirîyaye pêşin. Xwezilî û buhurtî-jibare ye, ewê ku pʼara wî tʼevî rʼabûna mirîyaye pêşin heye. Mirina duda li ser wan hʼukum nake, lê ewê bibine kʼahînêd Xwedê û Mesîh û wê tʼevî Wî hʼezar salî pʼadşatîyê bikin. Gava hʼezar sal tʼemam be, mîrêcin wê ji zindana xwe bê berʼdanê, ewê derkʼeve, wekî wan miletêd her çar qulbêd dinêda, awa gotî Gog û Magogê bixalifîne û wan bona şerʼ li cîkî bicivîne. Rʼeqema wan wê mîna qûma devê beʼrê be. Evana wê tʼemamîya eʼrdê bela bin û dora wargehê ordîya cimeʼta Xwedê û bajarê hʼizkirî bigirin. Lê ji eʼzmên agirê bibare, wan hʼûfî xwe ke. Ew mîrêcinê ku ew xalifandin, wê bê avîtinê nava gola agirê kʼirkʼûtê, wî cîyê ku ceʼnewir û pʼêxemberê derew têda ne. Li wir wê şev û rʼoj, hʼeta-hʼetayê biçerçirin. Hingê min tʼextekî mezinî çîlî-qerqaş dît û Yek li ser rʼûniştibû. Eʼrd û eʼzman ji ber Wî betavebûn û dewsa wan kʼifş nebû. Wê hingê min mirîyêd biçʼûk û mezin dîtin ku li ber tʼext sekinî bûn. Kʼitêb vebûn û kʼitêbeke din jî vebû, awa gotî kʼitêba jîyînê. Dîwana mirîya anegorî wan kirêd wane kʼitêbada nivîsar hate kirinê. Beʼrê mirîyêd xwe dan, Mirinê û Dîyarê Mirîya jî mirîyêd xwe dan. Dîwana her merivekî ji wan anegorî kirinêd wan hate kirinê. Hingê Mirin û Dîyarê Mirîya hatine avîtinê nava gola êgir. Ev gola êgir mirina duda ye. Û navê kʼê vê kʼitêba jîyînêda nivîsar tʼunebû, ew hate avîtinê nava gola êgir. Hingê min eʼrd û eʼzmanekî nû dîtin, çimkî eʼrd û eʼzmanê berê derbaz bûn û îdî beʼr tʼunebû. Min dîna xwe dayê, va ji eʼzmên Bajarê Pîroz, Orşelîma nû mîna bûkeke xêlîkirî bona dergîstîyê xwe xemilî ji Xwedêda dihate xwarê. Min ji tʼext dengekî bilind bihîst ku got: «Va ye konê Xwedê nava merivada! Ewê Xwexa nav wanda bijî, ewana wê bibine cimeʼta Wî û Xwedê Xwexa jî wê tʼevî wan bimîne, çawa Xwedêyê wan. Ewê ji çʼeʼvêd wan hʼemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tʼunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn». Hingê Ewî li ser tʼext rʼûniştî got: «Va Ez her tiştî nû çêdikim». Û minrʼa got: «Binivîse, çimkî ev xeberne amin û rʼast in». Usa jî gote min: «Her tişt hate sêrî. Ez im Alfa û Omêga, Destpêbûn û Axirî. Ezê yêd tʼî, ji kanîya ava jîyînê bêheq bidime vexwarinê. Ewê ku serkʼeve, her tiştê pʼara wî bikʼevin, Ezê Xwedêyê wî bim, ewê jî lawê Min be. Lê pʼara tirsoneka, bêamina, kʼirêt-hʼerama, mêrkuja, bênamûsa, sêrbaza, pʼûtpʼarista û hʼemû derewîna wê gola agirê ku kʼirkʼûtêva dişewite bikʼeve. Ev e mirina duda». Milyakʼetekî ji wan her hʼeft milyakʼeta, yêd ku hʼeft tʼasêd wane hʼeft belayêd xilazîyêva tʼijî hebûn, hat tʼevî min xeber da û got: «Were vê derê, ezê bûkê nîşanî te kim, dergîstîya Berx». Hingê Rʼuhʼê Pîroz hate ser min, wî ez birime ser çʼîyakî mezinî bilind û Bajarê Pîroz, Orşelîm nîşanî min da, ku ji eʼzmên Xwedêda dihate xwarê. Rʼûmeta Xwedê nav wîda şewq dida, ew rʼonayî mîna kevirê qîmet bû, mîna kevirê yaspîs, mîna xirûstal bû. Sûra wî mezin û bilind bû, donzdeh dergehî bû û li ber dergeha donzdeh milyakʼet hebûn. Li ser dergeha navêd her donzdeh qebîlêd zarʼêd Îsraêl nivîsar bûn. Ji alîyê rʼohilatêva sê dergeh, ji alîyê bakurêva sê dergeh, ji alîyê başûrêva sê dergeh û ji alîyê rʼoavayêva sê dergeh hebûn. Donzdeh hʼîmêd sûra bajêr hebûn, li ser wan her donzdeha navêd her donzdeh şandîyêd Berx nivîsar bûn. Destê wî milyakʼetîda, yê ku tʼevî min xeber dida bona çapkirinê qamîşekî zêrʼîn hebû, wekî bajêr, dergehêd wî û sûra wî çap ke. Bajar çar goşe bû, dirêjayîya bajêr weke berayîyê bû. Ewî bajar bi wî qamîşî çap kir, donzdeh hʼezar meydan derkʼet. Dirêjayî, berayî û bilindayî weke hev bûn. Milyakʼet sûra bajêr pê çapkirina merivayê çap kir, bilindayîya wê bû sed çil çar zend. Ew sûr ji kevirê yaspîs hatibû çêkirinê û bajar xwexa ji zêrʼê xasî mîna şûşe zelal bû. Hʼîmêd sûra bajêr bi her cûrʼe kevirêd xase qîmet hatibûne xemilandinê. Hʼîmê pêşin yaspîsê sipî bû, yê duda safîrê şîn, yê sisîya xalkêdonê kʼeskê vekirî, yê çara zimrûdê kʼesk, yê pênca sardonûksê sor, yê şeşa sardîyonê sorê teʼrî, yê hʼefta kevirê zêrʼîn, yê hʼeyşta zimrûdê şîn, yê neha topazê qîçʼik, yê deha xirîsoprasê kʼesk, yê yanzdeha yaqûtê şîrk, yê donzdeha amêstîsê şîrkê vekirî. Her donzdeh dergeh donzdeh durʼ bûn, her derîk ji durʼekî bû û meydana bajêr ji zêrʼê xasî mîna şûşê zelal bû. Min bajêrda pʼaristgeh nedît, çimkî Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê û Berx pʼaristgeha wî ne. Bajar ne hʼewcê teʼvê û hîvê bû ku rʼonayî bidanê, çimkî rʼûmeta Xwedê wî rʼonayî dike û Berx çʼira wî ye. Milet wê rʼonaya wîda bigerʼin û pʼadşêd dinyayê wê rʼewş-rʼûmeta xwe bînine nava wî. Dergehêd wî wê tʼu car neyêne girtinê, çimkî li wir tʼimê wê rʼoj be, şevê tʼunebe. Wê rʼûmet û hurmeta mileta bînine nava wî. Qet tiştekî hʼeram wê nekʼeve bajêr, ne jî yêd ku kʼirêtîyê û derewa dikin wê bikʼevinê, tʼenê ewêd ku kʼitêba Berxêye jîyînêda hatine nivîsarê. Paşê wî milyakʼetî çʼemekî ava jîyînê, mîna xirûstalê zelal nîşanî min kir, ku ji tʼextê Xwedê û Berx derdikʼet û nava meydana bajêrva dikʼişîya. Li her du alîyêd çʼêm dara jîyînê hebû, ku donzdeh cûrʼe ber danî û her meh berê xwe dida. Belgêd wê darê bona qencbûna mileta bûn. Îdî tiştê nifirʼlêbûyî li wir wê tʼunebe. Tʼextê Xwedê û yê Berx wê nav bajêrda be û xulamêd Wî wê jêrʼa xizmetkʼarîyê bikin. Ewê rʼûyê Wî bibînin û navê Wî wê li ser eʼnîya wan hebe. Îdî şevê li wir tʼunebe, wê rʼonaya çʼirê û rʼoyê kêr neyên, çimkî Xudan Xwedê wê li wan rʼonayî ke û hʼeta-hʼetayê pʼadşatîyê bikin. Wî milyakʼetî minrʼa got: «Ev xeberne amin û rʼast in. Xudan Xwedêyê ku Rʼuhʼê Xwe dide pʼêxembera, milyakʼetê Xwe şand, wekî tiştêd ku wê zûtirê biqewimin nîşanî xulamêd Xwe ke». Îsa dibêje: «Va ye Ezê zûtirê bêm. Xwezî li wî, yê ku xeberêd pʼêxembertîyêd vê kʼitêbêda xwey dike!» Min Yûhʼenna ev yekana bihîstin û dîtin. Û çaxê min ew bihîstin û dîtin, deverʼû çûme nigê wî milyakʼetî, yê ku ev tişt nîşanî min kirin, wekî serê xwe li ber wî daynim. Lê ewî minrʼa got: «Vê yekê neke! Ez jî heval-xulamekî mîna te û wan birêd te pʼêxembera û wan hʼemûya me, yêd ku xeberêd vê kʼitêbê xwey dikin. Serê xwe li ber Xwedê dayne». Serda jî minrʼa got: «Xeberêd pʼêxembertîyêye vê kʼitêbêda veneşêre, çimkî wext nêzîk e. Ewê ku neheqîyê dike, bira hê neheqîyê bike, ewê ku kʼirêt e, bira hê kʼirêtîyê bike, ewê ku rʼast e, bira hê rʼastîyê bike û ewê ku pîroz e, bira hê pîroz be». Îsa dibêje: «Va ye Ezê zûtirê bêm û xelata Min destê Minda ye, wekî anegorî kirinêd her yekî bidime wî. Ez im Alfa û Omêga, Yê Pêşin û Yê Paşin, Destpêbûn û Axirî». Xwezî li wan, yêd ku çuxêd xwe şûştine, wekî îzina wan hebe, ji berê dara jîyînê bixwin û dergehêd bajêrrʼa bikʼevine hindurʼ! Lê se-kûçʼik, sêrbaz, bênamûs, mêrkuj, pʼûtpʼarist û her kesê ku derewa hʼiz dike û derewa dike, ewê derva bimîne. «Min, Îsa, milyakʼetê Xwe şand, wekî şeʼdetîya van tişta nava civînada bide. Ez Tamar û Rʼikʼinyata Dawid im û Ez Steyrka Şewqe Sibehê Zû me». Rʼuhʼ û bûk dibêjin: «Were!» Ewê ku dibihê bira bêje: «Were!» Ewê ku tʼî ye bira bê, ewê ku ava jîyînê dixwaze bira bêheq bistîne. Ez şeʼdetîyê didime her kesê ku xeberêd pʼêxembertîyêye vê kʼitêbêda dibihê: Heger yek tiştekî ser vanda zêde ke, Xwedê jî van belayêd ku vê kʼitêbêda nivîsar in wê ser wîda zêde ke. Û heger yek ji xeberêd pʼêxembertîyêye vê kʼitêbêda tiştekî kêm ke, Xwedê jî wê pʼara wî ji dara jîyînê û ji Bajarê Pîroz kêm ke, bona kʼîjana vê kʼitêbêda nivîsar in. Ewî ku şeʼdetîya van tişta dide, dibêje: «Belê, Ezê zûtirê bêm». Amîn! Were, ya Xudan Îsa. Kʼerema Xudan Îsa hʼemûyarʼa be.